Index: incubator/apertium-kmr-eng/texts/kurdistannews.txt =================================================================== --- incubator/apertium-kmr-eng/texts/kurdistannews.txt (nonexistent) +++ incubator/apertium-kmr-eng/texts/kurdistannews.txt (revision 68500) @@ -0,0 +1,70546 @@ + + +Hewlêr (Rûdaw-DÎHA)- Di meha dawî ya sala 2013an de di operasyonên ku bi ";rêxistin";ê ve girêdidin 243 kes hatine binçavkirin û ji wan 31 kes bi sedemên cuda hatin girtin. + +Di van operasyonên ku bi taybet di sala 2009an de di çarçoveya li dijî KCKê de hatin destpêkirin, bi dehhezaran kes hatin binçavkirin û girtin. + +Bi pêvajoya çareseriyê her çi qasî ev operasyon hinekî kêm bûbin jî dîsa hema hema her meh bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin. +Di 11 mehên destpêkê yê sala 2013an de hezar û 280 kes hatin binçavkirin û ji wan 445 kes hatin girtin. +Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) jî, di 11 mehên destpêkê yên sala 2013an de 389 têkildarî lêpirsînên siyaseta Kurd hezar û 280 kes hatine binçavkirin û ji wan 445 kes hatine girtin. + +Herî dawî di navbera 1-30ê Mijdarê de piraniya wan ciwan, herî kêm 261 kes hatine binçavkirin û ji wan 87 kes bi awayekî ku pêwendiyên wan bi ";rêxistin";ê ve hatine girêdan hatibûn girtin. + +Di operasyonên di navbera 1-31 Kanûnê de di serdegirtinên malan û çalakiyên civakî de 243 kes hatin binçavkirin û ji wan 31 kes hatin girtin. + +Di navbera 1-31ê Kanûnê de di operasyonên hatine lidarxistin de bîlançoya binçavkirin û girtinan wiha ye: +Qers: 47 binçavkirin, 17 girtin + +Agirî: 1 binçavkirin + +Diyadîn: 8 binçavkirin, 4 girtin + +Îdir: 2 binçavkirin + +Wan: 9 binçavkirin, 4 girtin + +Bedlîs: 2 binçavkirin, 2 girtin + +Colemêrg: 3 binçavkirin, 3 girtin + +Şemzînan: 5 binçavkirin + +Dêrsim: 7 binçavkirin, 5 girtin + +Şirnex: 18 binçavkirin, 3 girtin + +Silopiya: 1 binçavkirin + +Cizîrê: 14 binçavkirin, 7 girtin + +Qilaban: 1 binçavkirin + +Riha: 4 binçavkirin, 3 girtin + +Wêranşar: 3 binçavkirin + +Pirsûs: 2 binçavkirin +Êlih: 2 binçavkirin, 2 girtin + +Sêrt: 7 binçavkirin + +Amed: 21 binçavkirin, 1 girtin + +Bismil: 1 binçavkirin + +Mêrdîn: 1 binçavkirin + +Kerboran: 1 binçavkirin + +Nisêbîn: 2 binçavkirin, 2 girtin + +Îzmîr: 26 binçavkirin + +Konya: 3 binçavkirin + +Stenbol: 5 binçavkirin + +Mersîn: 18 binçavkirin, 7 girtin + +Edene: 26 binçavkirin + +Tekîrdag: 1 binçavkirin, 1 girtin + +Kirklarelî: 1 binçavkirin + +Çanakkale: 1 binçavkirin + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ragihand ku Rûdaw bi pilaneke nû û bi xizmetguzariyeke nûtir derbasî sala 2014an dibe, Rûdaw zêdetir pê re heye ji bo temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe. + +Ako Mihemed tevlî programa Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û pilana sala 2014an a Rûdawê aşkere kir û got ";Emê ji kampeke medyayî destpêbikin ku rojnamevanên me bikaribin bi awayekî baştir bixebitin, 2014 emê amadekariyê bikin ji bo çend televizyonên din ên Rûdawê bi zimanên din, destpêkirina weşana radyoya ";Rûdaw Muzîk";, destpêkirina xizmetguzariya nûçeyên hewayî ango bultenên nûçeyan di nava balafirê de ji bo yekemîn kompaniya asmanî ya kurdî ku ew jî Zagros Air e. herwiha amadekirina yekemîn kovara nav balafirgehê ji bo geştyarên nav balafirgehê di xeta Zagros Air de";. + +Derbarê awayê avabûna hizra damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê de jî, Ako Mihemed got ";Mirov eger xeyalê wî mezin bû dê karê mezin jî bike, li Herêma Kurdistanê yekemê bê rikber in, li ser asta televizyonên erebî jî piraniya caran em li pêşiya televizyona Skynewsê ne bi taybet di nûçeyên cîhanî de, Digital Portala Rûdaw li ser asta Iraqê duyeme û ber bi pileya yekem ve diçe, rojanmeya Rûdawê li gor rûpîv û rapirsiyên dezgehên profeşînal ên bê qezenc, li Iraqê wek yekemîn rojnameya Başûrê Kurdistanê derketye, ji bo nirxandina karên me yên berê jî, kompaniyeke berîtanî me bi televizyonên cîhanî hember dike";. + +Derbarê piştgiriya darayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê de, Ako Mihemed bal kişand ku Rûdaw pere ji hikûmetê wernagire, her çiqas mezintirîn sponser ji bo televizyonên kurdî çêkiriye, lê ligel vê yekê jî hîn têrê nake û ji aliyê kerta taybet ve piştgiriya wê tê kirin. + +Ako Mihemed axaftina xwe wiha domand: ";Ji bo me ne girînge kî piştgiriya me ya darayî dike, lê ya li cem girîng ewe ku wêneya bûyeran bi temamî veguhêzin, zanyariyên hûr û durst û temam bidine temaşevan û xwendevanên me, em biryarê ji xelkê re dihêlin";. + +Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir ku ew pereyên Ii Rûdawê hatine xerckirin gelek kêmtirî ji wan pereyên ku li telvizyonên din hatine xerckirin û got ";Lê pilana me hebû û em bi pilanê kar dikin, me pilan aniye nav karê medyaya kurdî, her tiştek niha bê weşandin, 10 roj berê pilan jê re hatiye danîn";. + +Di bersiva pirsekê de ku gelek caran tê gotin Rûdaw alîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, Ako Mihemed got ";Me acendeya Rûdawê da destpêkirin û me daniye, bi qasî ku PDKê ji em aciz bûye, partiyên din wiha ji me aciz nebûne";. + +Di 5/4/2008 de bi derxistina rojname û vekirine malperekê, Rûdaw destpêkir û piştre çapa Ewropa ya Rûdawê di sala 2010an de destpêkir. + +Di sala 2012an de dest bi honana Tora Medyayî ya Rûdawê kir. Di 15/3/2013 de Dicîtal Portala Rûdawê destpêkir. Di 29.05.2013 de weşana radyo û televizyona Rûdawê li ser 4 setalîtan destpêkir. Piştre di Cotmehê de weşana xwe berferetir kir û li ser 5 setalîtan xwe gihand temaşevan û guhdarên xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwepêşandaneke ciwanên kurd li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê qedexe kirin. + +Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, 5 hevrêzên ciwanan, di nav de Hevrêza Azadî, Hevrêza xwendekarên Kurd û Hevrêza Ciwanên kurd amadekariya xwepêşandanekê kiribûn ku biryar bû şeva borî li bajarê Efrînê bihata lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn serpereştyarên xwepêşandanê ragihandibûn ku armanca xwepêşandan ew bû ku dorpêça ku grûpên radîkal li ser Efrînê û herwha siyasetên PYDê û dezhegên bi ser ve li Efrînê şermezar bikin. + +Ji destpêka kanûna sala borî de, çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) herêmên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê dorpêç dikin. DAÎŞ ku girêdayî rêxistina Qaîde ye, di daxuyaniyekê de gotibû ku ";ji ber PYDê alîkariya rejîma Sûriyê dike, lewra ewê Efrîn û Kobanî dorpêç bike";. + +Çalakvanên Kurd li Efrînê diyar kirin ku piştî belavkirina xwepêşandanê, Asayişa PYDê avête ser çendîn malan û hejmarek çalakvan binçav kirin. + +Ji destpêka şoreşa Sûriyê de, xwepêşandan û grevên çalakvan û hêzên siyasî li Efrînê rastî êrîşên hêzên ser bi PYDê tên û ew qet rê nadin ku çalakiyên aştiyane li vê Herêmê bêne lidarxistin. + +Wan (Rûdaw)- Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi tabloyên kurdî yên ";Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê"; pêşwaziya sala 2014an kir. Ew tablo li 5 dergehên bajar hatin danîn. + +Şaredariya Wanê ku di sala 2010an de biryara ";Xizmeta pirzimanîm dabû, li gorî vê biryarê bi helkefta destpêka sala 2014an li 5 dergehên bajarê Wanê tabloyên bi kurdî yên ";Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê"; danîn. + +Tablo li ser rêyên Qelqelî, Payîzava, Erdîş, Artemêt û Şaxê yên wan girê dide Wanê hatine danîn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê xebatên wan ên ";Pirzimanî"; bidomin. + +Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê di sala 2014an de van karan derxin asteke herî bilind û wiha hate gotin: ";Li ser daxwaza gelê me, 5 dergehên cuda yên bajêr hatin diyarkirin û li van cihan tabloyên kurdî hatin danîn. Me bi xebateke wiha pîroz dest bi xebatên sala 2014an kir. Xebatên me yên bi vî avayî di hemû qadên jiyanê de dê bidomin. Bi vê wesileyê, em sersala hemû gelê xwe pîroz dikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re peyama serê salê şand û hêvîdare sala aştî û azadyê be. + +Berhem Salih di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re peyama xwe ya serê salê ji her çar perçeyên Kurdistanê re şand û hêvî xwest sala azadî û aştiyê be. Berhem Salih 6 hêvî xwestin. + +Hêviyên Berhem Salih di sala 2014an de: + +1-Mam Celal bi selametî vegere. + +2-Hikûmeteke yekrêziya niştimanî li Hrêma Kurdistanê bê avakirin. + +3-Kongreya YNKê kongreyeke serkeftî be. + +4-YNKê bê vejandin. + +5-Hilbijartinên bê yên Iraqê bikaribin rêzbendiyeke siyasî ya nû çêbike. + +6-Karesata Sûriyê bi dawî were. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta pesendkirina biryara bi parêzgehkirina Helebce ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve, pîrozbahî li xelkê Helebce kir û daxwaz kir ku îdareyek bi dilê xelkê wê bê avakirin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta bi parêzgehkirina Helebce got ";Ez kêfxweşim ku ew soza min dabû we pêk hat û hêvîdarim ew îdareya nû ya ku dê li wir bê avakirin bi dilê xelkê navçeyê be";. + +Barzanî tevî ku behsa dîroka Helebce û qurbaniyên xelkê wê kir, got ";Helebce hêjaye ku xizmetên herî zêde jê re bêne pêşkêşkirin û bibe sembola aştiyê ji bo cîhanê";. + +Roja sêşemê 31/12/2013, Encûmena Wezîrên Iraqê bi piraniya dengan biryara bi parêzgehkirina Helebce pejirand. + +Roja sêşemê 24/12/2013 di nameyeke fermî de ku ji Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê re şandibû, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku wî ji kitekitên gavên bi parêzgehkirina Helebce aghedar bikin. + +Roja çareşmê jî 25/12/2013 proje yasaya bi parêzgehkirina Helebce ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî radestê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hat kirin. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda ji parlamenterên BDPê û HDPê pêk tê ji bo bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, cîgira serokê koma BDPê di Parlamentoya Tirkiyê de Pervîn Buldan bi telefonê serlêdan kir. Lê heta niha derbarê encama serlêdanê de ti bersiv ji wezaretê nehatiye dayîn. + +Herî dawî parlamenterên BDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder di 7ê kanûnê de çûbûn Îmraliyê. + +Di sala 2013an de şand 13 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn. + +Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina dawî di 29ê kanûnê de çûn Qendîlê û bi berpirsên KCKê re hevdîtin kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Lîwayekî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê liviya û li navçeya Mexmûr û Qeracê hat bicihkirin. Wekîlê Wezareta Pêşmerge jî dibêhe ku ew hêz li ser daxwaza xelkê navçeyê li wir û armanc ewe ku rûbirûyê grûpên radîkal bibe. + +Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Li ser daxwaza xelkê navçeyê û ji ber rola terorîstan di van du heftiyên borî de li wir zêde bûye, hêzekî pêşmergeyên Kurdistanê li navçeya Mexmûr û Qeracê hatin bicihkirin";. + +Enwer Hacî Osman herwiha got ";Ji duh bi şev ve û heta niha lîwayekî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ber bi wê navçeyê çûne ji bo ku xelkê wê biparêzin, eger pêwîst jî bike emê hêzên zêdetir bişînin";. + +Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê mayîna wan hêzan de got ";Heta ku xelkê navçeyê pêwsîtiya wan pê hev û bi kêmanî gefa terorîstan li wir nemîne, emê li navçeya Qerac û Mexmûrê bimînin";. + +Ev demeke çend grûpên çekdarî bûne metirsiyek li ser hemwelatiyên Ereb ên xelkê Mexmûr û Qeracê û çalakiyên wan li wê navçeyê zêde bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşkê taybet ê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Necmedîn Kerîm ragihand ku rewşa Talebanî her ku diçe baştir dibe. + +Necmedîn Kerîm ku ew bi tenê dikare derbarê tenduristiya Talebanî de daxuyaniyên fermî bide, di daxuyaniyekê de ku malpera fermî ya YNKê belav kiriye, got ";Rewşa tenduristiya serok Mam Celal bi awayekî berçav pêşdikeve û ber bi baştir ve diçe";. + +Roja 10/12/2013 televizyona Kurdsat çend wêneyên nû yê talebanî belav kirin. Wê televizyonê got ";Ew wêne di serdana xanima yekem a Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed de hatine kişandin ku berî çend rojan çûbû Almanya û çend wêne ligel Mam Celal kişandine";. + +Piştî belavbûna wan wêneyan bi rojekê, malpera fermî ya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";Sekreteriya Mam Celal tekez kiriye ku tenduristiya Talebanî baştir dibe";. + +Tevî ku gelek caran behsa başbûna tenduristiya Talebanî hatiye kirin, lê heta roja vegera wî bo Kurdistanê nehatiye ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê komisyona bilind ya amadekriyên kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Yusif Goran eşkere kir ku, hin ji berpirsên YNKê dixwazin ku kongireye bê paşxistin, lê ew wek komisyona amadekariyên kongireyê dê kongireyê di dema diyarkirî de lidar bixin, herwiha da zanîn ku ";Ti xaleke giring di kongireya Gorranê de nebû da em mifa jê werbigrin";. + +Yusif Goran derbarê çawaniya birêveçûna karên lidarxistina kongireya YNKê ji Rûdawê re got: ";Heta niha ti arîşe û nakokiyek nehatiye pêş birêveçûna kongireyê, hemû komîte karên xwe bi awayekî baş encam didin û mijûlê amadekirina wan pirojeyên ku pêwîste di kongireyê de bên pêşkêşkirin in";. + +Goran amaje kir ku bandora hilbijartinên Parlamentiya Kurdistanê li ser wan pêşniyarên ku heta niha arastey kongire hatine kirin, hebû û wiha got: ";Bandora hilbijartinan li ser rewşa YNKê bi giştî hebû û di pêşniyaran de jî çêbûye, wek nimûne pêşinyarek hebû ku peykera YNKê bi rengekî bê rêxistin ku kunca be bo hilbijartinan bi wê watayê ku peykera hizbî hilbjartin be";. + +Derbarê gotegotên paşxistina kongireya YNKê jî Yusif Goranî ragihand ku ";Ji aliyê me ve nehatiye pesend kirin û ew nekarê me ye, em mijûlê amadekariyanin da di roja 31ê Çileya 2014an de kongire lidar bixin û hemû hêz û karînên xwe û hevalan bi wê arasteyê kar dikin ku kongire di wê demê de bê girêdan";. + +Navhatî da zanîn ku hinek kes di nava YNKê de bi bihaneya kêmbûna demê dixwazin kongire bê paşxistin lê ew wek komisyona amadekariyên kongireyê dê kongireyê di dema diyarkirî de lidar bixin. + +Di dawiyê de Berdevkê komisyona bilind ya amadekriyên kongireya YNKê derbarê kongireya Tevgera Gorran a ku di 26-27ê Kanûna 2013an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin got: ";dibe ku her hizbek mifayê ji hizbekî din werbigire, lê ezmûna wan (Tevgera Gorran) taybete bi wan û ez bawernakim ku em karibin mifayê ji ezmûna wan werbigirin, her hizbek li gor pêdivî û pêşniyarê xwe kongireya xwe girê dide, lewma di baweriya min de ti xaleke giring di kongireya Gorranê de nebû da em mifa jê werbigrin bo girêdana kongireya YNKê";. + +Biryare di 31ê vê mehê de kongireya çarem a YNKê bê lidarxistin û li gor gotinên Yusif Goran dê kongireya YNKê ji kongireyê aliyên din cuda be. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê Komelgeha Pêşhabûrê ya sinorî Şewket Berbuharî red kir ku deriyê sinorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de (Sêmalka) hatibe vekirin. + +Şewket Berbuharî di daxuyaniyeke taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sinorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de (Sêmalka) girtiye û heta niha nevekiriye";. + +Herwiha Berbuharî amaje kir ku ";Hemû hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê derbasî Rojava dibib û ji aliyê Herêma Kurdistanê vê ti pirsgirêk jib o wan kesan nayê dirustkirin";, navhatî gotina xwe wiha berdewan kir ";PYDê deriyê sinor ê ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê binavê Sêmalka tê naskiein girtiye û rê nade ku kes derbasî Herêma Kurdistanê bibe";. + +Rêveberê Komelgeha Pêşhabûrê ya sinorî ragihand jî ku niha ";Bi ti awayekî sinorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nevekiriye";. + +Hewlêr (Rûdaw/ DÎHA)- Ciwanê 21 salî Mahsun Ozen di 2emîn salevegera komkujiya Roboskiyê 28ê kanûnê de li ber Bîrdariya Aşitiyê ya Yamanlarê li Navçeya Bayrakl ya îzimîrê bedena xwe da ber agir û 2 roj berê cenazeyê wî şewtî hat dîtin. Mahsun Ozen li peyi xwe nameya "jiyan jî û mirin jî dlpakî ye" li peyi xwe hişit. Ozen di nameya xwe de bal kşand ser têkoşîna gelê kurd û berxwedana serokê PKKê abidullah ocalan û têkoşîna kesên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane. +Ozen, di nameya xwe de diyar kiriye ku polîtîkayên înikar û îmhaya li ser gelê kurd didome û gelê kurd li gel van polîtîkayên înikar bêtir nêzî azadiyê bûye. Ozen da zanîn ku bi boneya li dijî van zextan derkeve çalakiyê pêk tîne. +Mahsun Ozen hêj 13 salî bû di nava baskê ciwanan ê DHPê yê Bayrakl de kar û xebat meşand. Ozen, pşitî bi siyasetê re hat naskirin, dest ji dibstanê berda û neçû zanîngehê. Li şûna zanîngehê tevlî xebatên DTPê û BDPê bû. Heta sala 2011an jî bi awayekî çalak tevlî xebatên ciwanan ên BDPê bû. Ozen, di 19 saliya xwe de bi îdiyaya "endamê PKKê ye hat girtin û pşitî 2 salan li girtîgeha tîpa F a kirkilarê girtî ma serbest hat berdan. Ozen ku di sala 2012an de serbest hat berdan, her dem xwest biçe çiyê û digot: "ez dê biçm çiyayên azad" her dem rûbiken û çalak bû. +Di sala 2000an de birayê Ozen Halît Ozen (Çekdar Cûdî) tevlî PKKê bû. Çekdar Cûdî, di sala 2004an de di şerê li çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da. Xuşka Mahsun Ozen ,Şukran Ozen hêj di nava hpigê de ye. +Bavê Ozen Burhan Ozen, anî ziman ku ew ji bo kurê xwe çi bêje hindike û wiha got: "kurê min ji biçûkbûna xwe de her dem diprsî û meraq dikir. Her dem jiyana gêrîlla meraq dikir. dixwest jiyana gêrîlla ji bo xwe bike mînak. Kurê min 21 salî bû, lê wekî kesên 40 salî mezin bûbû û têr û dije bû. Dizanî bû dê kengî çi çawa bike. Kurê min li dijî şaşiyan derket û neheqî qebûl nedkr." +Ozen, di 15'ê tebaxa 1992'an de li gundê dengza yê stewra mêrdînê ji dayk bû. Piştî Mahsun Ozen ji dayk bû. Di 13 salî de tevlî siyasetê bû di 19 salî de hat girtin.Di sala 1992an de li ser siyasetê hat girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di yekem biryara xwe de, desteya demî ya danîna yasyayan a rêveberiya demî ya ku PYDê û çend partiyên din di 12ê mijdarê de ragihandin, biryara lêborînê derheqê girtiyên ku ji bal ";dadgehên gel"; ên ser bi heman partiyê ve hatine cezakirin, derxist. + +Berdana girtiyan yek ji wan her sê xalan bû ku PYDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 24ê kanûna sala 2013an de li Hewlêrê li ser li hev kirin. Lê belê hîn nediyare bê ti girtiyên siyasî yên ku ENKSê daxwaza berdana wan dike, dê di çarçoveya wê biryara lêborînê de bêne berdan yan na. + +Derbarê vê biryarê de, fermandarê giştî yê asayişa PYDê Ciwan Îbrahîm ji medyaya nêzîkî partiya xwe re ragihand ku zêdetirî 300 girtî li gor wê biryarê li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê dê bêne berdan. + +Di biryara lêborînê ya rêveberiya demî ya PYDê de hatiye gotin ku girtiyên dê sûdê ji lêborînê werbigirin divê destê wan di karên ";terorîstî"; nebe. Ciwan Îbrahîm berî çend rojan derbarê berdana girtiyên siyasî de gotibû ku ti girtyên siyasî li cem wan tine ne û kesên girtî têkiliya wan bi grûpên radîkal û ";terorîstî"; re heye. + +Li ser rewatiya biryara lêborînê ya rêveberiya demî ya PYDê, yasana û kesên huqûqî nêrînên cuda tînin ziman. + +Serokê komîteya amadekirina peymana civakî ya rêveberiya demî parêzer Xalid Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ev desteya demî ya danîna yasyayan desteyeke rewa ye û biryara lêborînê jî rewa ye";. + +Îbrahîm diyar kir ku lêborîn tenê girtiyên ku ji bal dadgehên gel ve hatine cezakirin li xwe digire û girtiyên ku ji bal dadgehên rejîmê ve hatine cezakirin nakevin ber vê lêborînê. + +Derbarê girtiyên di zindanên Qamişlo de, Îbrahîm got ";Dadgehên tawanan ên ser bi rejîmê ev li Qamişlo bêtirî ji salekê ne rawestiyane û dadgeha gel a Qamişlo dozên tewanan dişopîne û biryaran dide";. + +Li hember vê yekê parêzer Hesen Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Desteya demî ya danîna yasayan nehatiye helbijartin û ne jî bingeha wê ya destûrî heye, lewra biryarên wê nerewa ne";. + +Biro diyar kir ku girtin û lêborîn her du jî nerewa ne û ev tenê weke hêzeke dîfakto li herêmên Rojavayê Kurdistanê xelkê digire û berdide, lê ";ti bingeha yasayî û destûrî ji pêvajoyê re tine ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serokê lîsteya xwe ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehan ya Hewlêrê ragihand. + +Çavkaniyekê ji YNKê, ku nexwest navê wî aşkere bibe, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de dê endama serkirdatiya YNKê Arêz Ebdullah bibe seroka lîsta YNKê li parêzgeha Hewlêrê ";. + +Biryare her du hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Iraqê di roja 30ê Nîsana 2014an bi hev re bêne lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku şervanên YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye bajarokê Til Koçer û navçeyên derdora wê yên ku bi petrolê dewlemendin, kontrol kirin, bi sedan parzûnên petrolê anîne herêmê û dest bi berhemanîna mazût û benzînê kirine. + +Li gor çavkaniyên zanariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) nêzîkî 600 parzûnên biçûk li navçeyên navbera bajarokê Til Koçer û gundê Girhok li başûrê bajarokê Rimêlanê ku Ereb tê de dijîn, danîne. + +Çavkaniyên Rûdawê diyar kirin ku ew parzûn li navçeyên Ereban hatine danîn, ji ber ku li wir bîrlên petrolê gur in. + +Herwiha ew parzûn ji her bermîleke petrolê 130 lîtir mazût, 20 lîtir benzîn, 10 lîtir kaz û 40 lîtirê mayî ku madeyên jehrî tê de hene, tên avêtin. + +Her li gor çavkaniyên Rûdawê, PYDê ji wan her 600 parzûnan her roj bi qasî 40 milyon lîreyên sûrî qezenc dike. + +Çavkniyên Rûdawê bal kişandin ku dema bîrên petrolê yên li başûrê Rimêlanê di destê çekdarên radîkal ên girêdayî Qaîde de bûn, bermîla mazûtê bi 1000 lîreyên sûrî dihat firotin, lê niha PYDê her bermîleke mazûtê bi 3000 lîre difiroşe. + +Ji bilî wan 600 parzûnên biçûk, 2 parzûnên mezin ên petrolê li navçeya Girzîro û Hemze Begê li rojhilatê Rimêlan hene û her du jî di bin kontrola PYDê de ne. + +Li gor çavkaniyên zanyariyên Rûdawê, benzîn û mazûta ku ji wan parzûnan tê berhamanîn, bi tenê 5% jê digihe benzînxaneyên herêmê û lîtira mazûtê bi 30 lîsreyan tê firotin, lê li derve lîtira mazûtê bi 50 lîreyane. + +Çavkaniyên Rûdawê gotin ku PYDê bi ti awayekî nahêle parzûnên biçûk li navçeyên Kurdan bêne danîn û bi tenê ew parzûn li navçeyên ku Ereb tê de dijîn kar dikin. + +Silêmanî (Rûdaw)- Li taxa Bekreco li bajarê Silêmaniyê keçeke 17 salî xwe xeniqand û heta niha sedema xwexeniqandina wê keç nediyar e. + +Rêveberê ragihandina polîsên Silêmaniyê Saman Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Keça xwe xeniqandî bi navê (Z.E) xwendekar bû, temenê wê 17 salî ye û xelkê taxa Bekreco ye";. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê termê wê keçê li peymangeha pizişkê dadwerî ya Silmaniyê ye ji bo encamdana lêkolînên bêtir. + +Saman Mehmûd herwiha got ";Heta niha kes li ser wê bûyerê nehatiye girtin, ji ber ku hîn sedema wê bûyerê nediyar e";. + +Seyd Sadiq (Rûdaw)- Hejmarek rewşenbîr û rojnamevanên bajêrokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêamniyê ve xwepêşandanek rêxistin. + +rewşenbîr û rojnamevanên bajêrokê Seyid Sadiq ev xwepêşandan rêxistin wek nerazîbûne ji nebûna xizemtguzariyan li wî bajêrokî. + +Herwiha xwepêşanderan rêya serke ya navbera Seyid Sadiq-Silêmaniyê girtine. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeyeke bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd ji ber serma û berfê jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor nûçeya malpera Kurdpa, roja çarşema borî 3 kolberên Kurd ên xelkê navçeya Kêleşîn li zozanên ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de li nav berfê de asê man û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. + +Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku yek ji wan kolberan bi navê Şoriş Resûl Temaşaxane (28 sal) û yê din navê wî Tahir Kûçe Baxan e, lê nasnameya yê sêyem heta niha nehatiye naskirin. + +Her li gor wê malperê, heta vê gavê termê her sê kolberan nehatine dîtin. + +Hat gotin ku her sê kolberan ji ber ba û sermayê rêya xwe wenda kirin û li zozanên Siprêz jiyana xwe ji dest dan. + +Berî çend rojan 4 kolberên din ên Kurd li navçeyên sînorî li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. + +Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber kêmbûna dahatê wan, naçar dimînin di demsala serma û berfê de jî kolberiyê bikin. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Di kolandina li Goristana Kerboranê ya ji bo Serokê HADEPê yê Sîlopê Serdar Taniş û rêveberê HADEPê Ebubekir Deniz de, hestiyê mirovekî hat dîtin. + +Di 25ê çileya 2001an de Serokê Rêxistina HADEPê yê Sîlopî Serdar Taniş û sekreterê HADEPê yê Sîlopî Ebûbekîr Denîz li qereqola Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopî hatin binçavkirin û piştre hatin wendakirin. + +Ji bo Taniş û Denîz li goristana Kerboranê ya Mêrdînê kolandina gorê hat destpêkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li ser fermana Dozgerê Komarê yê Kerboranê li goristana Kerboranê kolandina gorê hat destpêkirin. + +Di kolandinê de parêzerê Taniş Hakim Taniş û bavê wendayan Şuayip Taniş, Rêveberên ÎHDê, rêveberên baroya Şirnexê, BDPê û MEYA-DERê jî di kolandinê de amade bûn. + +Di kolandinê de pankarta ";bibin dengê windayanm hat vekirin. Dîsa wêneyên Taniş û Denîz hatin vekirin û gelek hemwalatî hatin li ser kolandinê kom bûn. Di kolandina gorê de hestiyê mirovekîhat hat dîtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê gundê Roboskiyê li dijî çêkirina ";rêya ewlehiyê"; ya ku li ser sînorê navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li cihê komkujiya 28ê Kanûna 2011an ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê çêkirin, derketin. + +Li gorî DÎHAyê, îro (02.01.2014) derdora saet 09:00, komek xort û gencên gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê pêşiya amûrên çêkirina rêya ku wek ";rêya ewlehiyê"; tê binavkirin, derketin. + +Rêya ewlehiyê li cihê komkujiya şeva 28ê Kanûna 2011an û li ser sînorê navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de tê çêkirin. + +Ligel hişyarî û gefên eskeran, gundiyên Roboskiyê li wir neçûn lewma eskeran bi ser serê wan re fîşek teqandin lê dîsa jî gundiyên nerazî ji wir neçûn ji ber wê jî xebatên çêkirina rê hat sekinandin. + +Hat zanîn ku esker vegeriyan qereqola xwe lê heta niha jî gundiyên Roboskiyê li wê derê ne. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatibûn kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke kurd li bajêrokê Çaldiran ê ser bi bajarê Ormiyê li Rojilatê Kurdistanê ku ji dê û bav û 19 zarokan pêk tê, wek mezintirîn malbat li Ormiyê tê zanîn. + +Ji ber zêdebûna endamên vê malbatê, mehane 1 milyon tûmenê (nêzîkî 330 dolar) wek alîkarî ji hikûmeta wî welatî werdigrin. + +Televîzyona fermî ya Îranê raportek li ser vê malbatê belav kiribû, ku wek bangeşeyekê ji bo zêdekirina hejmara zarokan tê zanîn. + +Tora Medyayî ya Rûdawê jî ku di sala 2014an de Bûltena Rojhilatê Kurdistanê diweşîne, raportek li ser vê malbata kurd amade kiriye. + +Amed (Rûdaw)- Sersal li Amedê li Bakurê Kurdistanê jî bi coş û peroşeke mezin hate pêşwazîkirin.Hemû otêl û navendên şahiyê ji ber pîrozbahiyan tijî bûn. + +Hinek bi dîlan û govenda kurdî hinek jî bi reqsên biyanî sersal pîroz kirin. Amediyan weke hercar îsal jî bi dahol û zirneyê sala nû pêşwazî kir. + +Komên biçûk ku daketin kolanan li ber daholê dîlan girtin, govend gerandin. Îsal pîrozbahiyên herî zêde li cih û warên hundir çêbûn. + +Otêlên 5 stêrk, bar, restorant û kulûb ji ber pîrozbahiyê tijî bûn. Ji reqsê heta ribabê, ji solîstên tirkî heta eywanên kurdî di bernameyê de cihê her cure şox û şengê hebû. + +Kesên sersal pîroz kirin xwestin ev coş û peroşa wan di sala 2014'an de jî berdewam bike. + +Dema cih Amed be, mekanên şahiyê ferq nakin, li her derê daxwazên polîtîk derdikevin pêş. + +Şahiya sersalê ya keç û xortan, jin û mêran heta serê sibehê bi dîlana kurdî û reqsên biyanî berdewam kir. + +Seyid Sadiq (Rûdaw) – Xwepêşandana îro ya bajarokê Seyid Sadiq ê girêdayî Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, aloz bû û navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket, di encamê de 25 kes birîndar bûn. Tê gotin kesek hatiye kuştin lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin. + +Îro (02.01.2014) danê nîvro li bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî Silêmaniyê, komek xelkê wir li hember kêmbûna xizmetguzarî û bicîhnehanîna hinek daxwaziyên wan ji aliyê berpirsên bajêr ve daketin kolanan û xwepêşandan kirin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, xwepêşanderan avahiya Qaymeqamtiya Seyid Sadiq dan ber keviran ji ber wê jî hêzên ewlehiyê bi ser wan re fîşek teqandin da ku ji hev belav bibin, ev jî bû sedema pevçûna navbera wan û xwepêşanderan. + +Li gorî agahiyan, di encamê de 25 kes birîndar bûn ku di nav wan de 5 polîs jî hene. Heta niha jî alozî didome. Her wiha hat gotin ku kesek hatiye kuştin lê heta niha ev agahî nehatiye piştrastkirin. + +Her wiha hat zanîn ku hinek xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û polîsê bajêr daxwaza hêzek din ji Silêmaniyê kiriye. + +Berpirsê kargêrî yê nexweşxaneya şehîd Şewket a Seyid Sadiq jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Heta niha 23 birîndar şandine nexweşxanê, di nav wan de xortekî 15 salî heye ku di serê xwe de birîndar bûye û rewşa wî baş nîne ji ber wê jî me şandiye nexweşxaneya Silêmaniyê";. + +Daxwaziyên xwepêşanderan ew e ku Seyid Sadiq nekeve ser Parêzgeha Helebce her wiha Qaymeqamê bajêr dest ji kar berde. + +Li bajarokê Seyid Sadiq, Tevgera Gorran zêdetirî alîgir heye û li pey wê jî YNK tê. + +Bajarokê Seyid Sadiq nêzîkî bajarê Silêmaniyê û nifûsa wê jî Helebce zêdetir e. + +Hikûmeta Iraqê çend roj berê biryar da bajarê Helebce bibe navenda Parêzgeha Helebce. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn yek ji birîndarên aloziyên îro yên bajarokê Seyid Sadiq ê girêdayî bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. + +Xwepêşandana îro ya bajarokê Seyid Sadiq ku li dijî kêmbûna xizmetguzarî û bicîhnehanîna daxwaziyên xelkê bajêr ji aliyê berpirsên wê deverê ve hatibû sazkirin, vegeriya pevçûn û aloziyê. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di aloziyan de 25 kes birîndar bûn ku rewşa yek wan giran bû. + +Lê hat gotin ku ew birîndar ku xwendekarekî 27 salî û navê wî jî Biryar Hesen bû, jiyana xwe ji dest da. + +Bi vî awayî, di bûyerên îro yên Seyid Sadiq de kesek mir û 24 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 5 polîs jî hene. + +Efyon (Rûdaw)- Li beşa pîşeyî ya xizmeta tenduristiyê ya zanîngeha Kocatepe komek xwendekarên nejadperest êrîşî xwendekarên Kurd kirin û di encamp de 5 xwendekar birîndar bûn. + +Li got nûçeya DÎHAyê, xwendekarên kurd ên li beşa pîşeyî ya xizmeta tenduristiyê dixwînin, li ber mizgefta Îmaretê rastî êrîşa komek xwendekarên nejadperest hatin. + +Xwendekarên Kurd Halîl Çeçen, Mehmet Yilmaz, Emrah Çelîk, Ahmet Esat û Ferhat Kesercî rastî êrîşa komek 40-50 kesan hatin. + +Di bûyerê de Halil Çeçen ji serê xwe de derbe xwar û bi giranî birîndar bû. + +Çeçen rakirin nexweşxaneya dewletê ya Afyonê û 4 xwendearên din ên birîndar bûn jî li ser piyan hatin dermankirin. + +Mehmet Yilmaz li Parka Qereqola Polîsan a Milli Birlik îfade da. Yilmaz, anî ziman ku ewlekariya wî tine û xwest bê parastin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanekî din ê Kurd ê xelkê bajarê Helebce li Başûrê Kurdistanê di şerê ku ev nêzîkî 3 salane li Sûriyê didome de, hat kuştin. + +Grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ragihand ku çekdarekî wê bi navê Ako Ebdilqadir di şerê li bajarokê Til Hemîsê yê Rojavayê Kurdistanê de hat kuştin. + +Ev çend rojin şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞê û yên îslamî li aliyekî û şervanên YPGê yên ser bi PYDê li aliyê din li gundên derdora bajarokê Til Hemîsê li başûrê bajarê Qamişlo didomin. + +DAÎŞê duh di daxuyaniyekê de diyar kir ku Ako Ebdilqadir di sala 1987an de jidayikbûye û bi xwe xelkê bajarê Helebce ye. + +Li gor nûçeya rojnameya el-Heyat a erebî, hejmara ciwanên Kurd ên ku ji Başûrê Kurdistanê ";ji bo cîhadê"; çûne Sûriyê û hatine kuştin, gihişte 14 ciwanan. Di meha borî de ciwanekî Kurd li Yemenê jî hate kuştin. + +Roja 22/12/2013 du ciwanên xelkê parêzgeha Silêmaniyê di nava nexweşxaneya el-Kindî li bajarê Helebê xwe teqandin ku di encam de grûpa Cebhet el-Nusra dest danî ser nexweşxaneyê. + +Li gor nûçeya malpera Dûrbîn a ku nêzîkî grûpên radîkal e, ew her du ciwanên Kurd bi navên Ebû Turab el-Kurdistanî û Ebû Wedah el-Kurdistanî dihatin naskirin û berî bêne kuştin gotibûn ku ew naxwazin navên wan ê rast û wêneya wan bêne aşkerekirin. + +Seyid Sadiq (Rûdaw)- Îro înê mîna duh pêncşemê xwepêşandan li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve derket. + +Xwepêşander dixwazin her 27 kesên ku duh (02.01.2014) hatine girtin bêne berdan. + +Hêzekî mezin ê ewlekarî, polîs û pêşmerge jî li bajarokê belav bûne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku piştî bidawîhatina merasîma veşartina termê Biryar Hesen ê ku di xwepêşandan duh de jiyana xwe ji dest da û îro li goristana bajarokê hat veşartin, hemwelatî rijane ser cadeyan û xwepêşandan destpêkirin. + +Herwiha got ";Hejmara zêde ya kesên ku li goristanê amade bûn xwepêşandan kirin û çend parlamenterên frkisyona Gorran û Komela Îslamî jî tevlî xwepêşanderan bûn";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwepêşander daxwaza berdana her 27 kesên ku duh hatine girtin dikin û biryare jî komîteyeke Parlamentoya Kurdistanê ligel xwepêşanderan û aliyên din bicive. + +Xwepêşanderên Seyid Sadiq daxwaz dikin ku berpirsên îdarî yên bajarokê dest ji kar vekişînin. + +Li gor zanyariyan di xwepêşandan ku duh li wê bajarokê derketibû de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dozgrê giştî yê bajarokê Seyid Sadiq aşkere kir ku ji nava her 21 girtiyên ku di xwepêşandana duh a li bajarokê de hatibûn girtin, 6 girtî bi kefaletê hatine berdan. + +Dozgerê giştî yê Seyid Sadiq li ber xwepêşanderan ku îro daketine cadeyên bajarokê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dozgrê giştî aşkere kir ku 6 girtî bi kefalet hatine azadkirin û her 15 girtiyên din jî dê bi kefaletê bêne berdan. + +Berdana girtiyan yek ji daxwazên xwepêşanderan bû ku îro piştî veşartina termê Biryar Hesen ê ku di xwepêşandana duh de jiyana xwe ji dest da, daketine cade û kolanên Seyid Sadiq. + +Dozgrê giştî yê Seyid Sadiq herwiha got ku nabe ti kesek bêy fermana dadwer bê girtin û kesên duh hatibûn girtin bi biryara dadwerê lêkolînê hatibûn girtin. + +Dozgrê giştî Seyid Sadiq aşkere kir ku doz ji bo bûyerên ku li bajarokê qewimîne hatiye vekirin û herwiha li ser kuştina Biryar Hesen jî doz hatiye vekirin. + + + + + + + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Qaymqamê Seyid Sadiq Erkan Hesen di bin guvaşa xwepêşanderên ku ji duh ve li nav cade û kolanên bajarokê ne, dest ji kar vekişand. + +Qaymqamê Seyid Sadiq Erkan Hesen ev nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got ku wî dest ji kar vekişandina xwe pêşkêşî Parêzgarê Silêmaniyê kiriye. + +Ji duh de rewş li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve aloz e. Di xwepêşandana duh de ciwanekî bi navê Biryar Hesen jiyana xwe ji dest da û 61 kesên din jî birîndar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê derbarê birîndaran de got ku bi tenê yek birîndar bi gule birîndar bûye. + +Dest ji kar vekişandina Qaymqam yek ji daxwazên xwepêşanderan bû ku daxwaza xizmetguzariyan dikin û herwiha li dijî wê yekê ne ku bajarokê wan têkeve nav parêzgeha Helebce. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya rêveber ya deriyê Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de Ebdurehman Hemo aşkere kir ku biryare sibê deriyê Sêmalka bi awayekî fermî ji bo alîkariyên mirovî were vekirin. + +Ebdurehman Hemo ku yek ji nûnerên PYDê ye di komîteya rêveber a deriyê Sêmalka de, ji DÎHAyê re ragihand ku sibê deriyê Sêmalka dê ji bo alîkariyên mirovî bê vekirin. + +Hemo da zanîn ku derî wê ji bilî penaberbûnê, ji bo hemû alîkariyên mirovî were vekirin. + +Rêveberê deriyê Pêşabûr (Sêmalka) li Herêma Kurdistanê Şewket Berbiharî li ser vekirina derî ji heman ajansê re ragihand ku heta niha derî nehatiye vekirin û girtî ye. + +Vekirina deriyê Sêmalka ku ji 26ê cotmehê ve ji aliyê PYDê ve hat girtin, yek ji wan xalan ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê di civînên xwe yên vê dawiyê de li ser li hev kiribûn. + +Di 24ê meha borî de, ENKSê û PYDê piştî çend civînan ku di bin serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê de û bi navebeynkariya parlamentera serbixwe ya Kurd Leyal Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr hatin lidarxistin, li ser çend xalan li hev kirin. + +Yek ji wan xalên ku her du aliyan li ser li hev kiribûn, vekirina deriyê Sêmalka bû ku biryar bû piştî ragihandina rêkeftinê bi 48 saetan bihatane vekirin. + +Li gor lihevkirina ku di navbera ENKSê û PYDê de pêk hatiye, deriyê Sêmalka dê li ber alîkariyên mirovî, bazirganî, nexweş û çûn hatine şandên siyasî vekirî be. Lê ji bo koçberiyê dê her girtî bimîne. + +Deriyê Sêmalka ku di 26ê cotmehê de ji aliyê PYDê hat girtin, li ber koçberên li Başûrê Kurdistanê ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê vekirî bû, lê PYDê ji wê demê de nehêştiye ti kes û şand di rêya wê deriyê ji Rojava derbasî Başûr bibin. + +Şewket Berbiharî ev yek jî pişrast kir û got ku heta niha deriyê Sêmalka nehatiye vekirin û wekî berê ye, çûn ji Başûr bo Rojava heye û hatin ji wir ve tine ye. + +Deriyê Sêmalka di destpêka meha sibatê ya sala 2013an de bi awayekî fermî hat vekirin û biryar bû di bin kontrola Desteya Bilind a Kurdî de bane, lê berpirsên ENKSê dibêjin ";PYDê dest daniye ser wî derî û hemû dagatên wê li ser xwe û saziyên û hêzên xwe yên leşkerî belav dikirin";, lewra Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû ku deriyê Sêmalka li ber bazirganiyê bigire heta ku dahatê wê wek çawa di rêkeftina Hewlêrê de hatiye, bi hevbeşî di navbera ENKSê û PYDê de bê parvekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Qaymqamê Helebce Goran Edhem diyar kir ku diviyabû xwepêşandanên li bajarokê Seyid Sadiq piştî bi parêzgehkirina Helebce bihata lidarxistin. + +Ji duh (02.01.2014) de bi sedan kes ji xelkê bajarokê Seyid Sadiq xwepêşandanan li dijî kêmbûna xizmetguzariyan lidar dixin û herwiha di bangên xwe de dixwazin Seyid Sadiq her ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bimîne û tevlî parêzgeha Helebce nebe. + +Qaymqamê Helebce Goran Edhem ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê daxwazên xwepêşanderên Seyid Sadiq de got ";Eger li bendê bimane heta ku Helebce bûbane parêzgeh, piştre dê ji wan re zelal bûbane ka bi parêzgehkirina Helebce bandora wê li ser kêmbûna projeyên xizmetguzarî yên Seyid Sadiq dê hebe yan na, wê demê dikarîn helwesteke wiha bidin";. + +Goran Edhem red kir ku di dema bi parêzgehkirina Helebce de hemû rêveberî bo nav Helebce bêne veguhestin û beşek ji wan li Seyid Sadiq û qezayên din dê bimînin. + +Edhem diyar kir ku wî wek Qaymqamê Helebce çend caran daxwaza projeyên xizmetguzarî ji bo Seyid Sadiq jî kiriye. + +Roja 31/12/2013 Encûmena Wezîrên Iraqê biryara bi parêzgehkirina Helebce pesend kir. + + +Seyid Sadiq (Rûdaw)- Aloziya ku bi xwepêşandana duh a li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve destpêkiribû, îro (03.01.2014) jî didome hêzên ewlekariyê guleyan di ser xwepêşanderan bi asman de dibarînin. + +Şandeyê Tora Medyayî ya Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku xwepêşander daxwaza dadgehkirina qaymqamê ku îro dest ji kar vekişandiye dikin. + +Şandeyê Rûdawê diyar kir ku hêzên ewlekariyê guleyan di ser serê xwepêşanderan bi asman de diberdin ji bo belavkirina xwepêşanderan. + +Li gor hêzên polîs ";Di nava xwepêşanderan de teqe bi demançe tê kirin";. + +Şandeyê Rûdawê got ku di bûyerên îro de bi dehan birîndar hene û hinek ji wan bi guleyan birîndar bûne. + +Her li gor zanyariyên ku şandeyê Rûdawê dane, 2 polîs jî birîndar bûne. + +Parêzgarê Silêmaniyê îro di daxuyaniyekê de got ku dê sibê (4/1/2014) komîteyeke îdarî û teknîkî bê avakirin ji bo ku guhdariya xwestekên xwepêşanderên Seyid Sadiq bikin. + +Di xwepêşandana duh a li Seyid Sadiq de ciwanekî bi navê Biryar Hesen jiyana xwe ji dest da û 61 kesên din jî birîndar bûn ku bi tenê yek ji wan bi gule birîndar bûye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha 5emîn a Amedê li ser daxwaza Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê û parêzeran, parlamenterên BDPê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim da berdan. + +Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê duh (02.01.2014) biryar dabû, ji ber ku heta niha parlamenterên BDPê Ayhan û Yildirim nehatine berdan, mafên wan hatine binpêkirin. + +Li ser vê yekê, îro (03.01.2014) parêzerên Ayhan û Yildirim ku ji doza KCKê hatine girtin û tên darizandin, serî li dadgeha 5emîn a Amedê dan û daxwaza berdana wan kirin. + +Daxwaza parêzeran ji aliyê dozgeriyê ve hat nirxandin û dozgeriyê jî xwast ku Ayhan û Yildirim bên berdan, li ser vê bingehê dadgehê biryara berdana Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim da. + +Hat zanîn, heta çend saetên din dê biryara berdanê bi nivîskî eşkere bike. + +Heman dadgeha ku îro biryara berdana parlamenterên BDPê da, beriya niha ev daxwaz red kiribû. + +Mixabin îro bi awayekî pilankirî rê li tîma Tora Medyayî ya Rûdawê dihat girtin ku nekaribe bûyerên Seyid Sadiq veguheze. Rudaw bi tê naskirin ku bi awayekî zindî û di dema xwe de hemû bûyeran vediguheze. + +Li Silêmaniyê jî hinek berpirsên Wezareta Navxwe gef li Rûdawê xwarin ku dikarin bi zarokên biçûk êrişî Rûdawê bikin. Îro saet 4ê êvarê Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê li Silêmaniyê Kawe Emîn ji aliyê polîs ve hat girtin û heta çêkirina vê nûçê jî nehatiye berdan. Her wiha dest bi ser amûra S.N.G a Rûdawê jî hat girtin û paşê jî hemû endamên tîmê hatin girtin. + +Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li gorî li gorî qanûnên rojnamevaniyê yên Herêma Kurdistanê bûyerên Seyid Sadiq veguheztiye û xelkê Kurdistanê jî şahidê vê yekê ne. Tora Medyayî ya Rûdawê peyam û hizra hemû aliyekî gihand muxateban û wêne jî bi tevahî gihand û dê hertim jî wiha be. + +Em wan nêzîkbûnên polîs wek binpêkirina qanûn û destdirêjî bi ser azadiya karê medyayî li Kurdistanê dibînin û bi tundî vê yekê protesto dikin û daxwaz dikin demildest tîma Rûdawê bê berdan û kamera û S.N.G jî radestkirin. +Tora Medyayî ya Rûdawê +03/01/2014 +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê + +Hewlêr (Rûdaw)- Tîma rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Seyid Sadiq serbes hatin berdan +. +Tîma Rûdawê ku xwepêşandana Seyid Sadiq dişopand û bi awayekî zindî bûyerên xwepêşandanê diweşandin, îro (03.01.2014) demjimêr 04:00 pitştî nîvro bi dema Hewlêrê li wî bajarokî ji aliyê polîs ve hatibûn girtin, û piştî nîv demjimêrê hatin berdan. + +Rêveberê ofîsa Silêmaniyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Kawa Emîn, ku li Seyid Sadiq xwepêşandanê dişopîne, ragihand: ";Polîs bi awayekî baş mamele ligel me de kirin û tenê lihvetênegihiştinek hebû, lê piştî gotûbêjê ligel hêzên polîs ew pirsgirêk hat çareserkirin";. + +Kawa Emîn tekez jî kir ku tîma Rûdawê dê berdewam be di şopandina bûyeran de bi awayekî profişînal. + +Tora Medyayî ya Rûdawê îro, di daxuyaniyekê de li ser binçavkirina tîma Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku Li Silêmaniyê jî hinek berpirsên Wezareta Navxwe gef li Rûdawê xwarin ku dikarin bi zarokên biçûk êrişî Rûdawê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zann hunermendê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Riza Mistefazade di encama bûyerek trafîkê de li bajarê Ormiyê jiyana xwe ji dest daye. + +Li gorî agahiyên ku ji torên civakî hatine belavkirin, hunermendê kurd ê Rojhilatê Kudistanê Riza Mistefazade îro (03.01.2014) danê sibê li nav bajarê Ormiyê dema bi otomoîla xwe ji dawetekî vedigeriya mala xwe, di rê de qeza derbas kir. + +Hat gotin, Mistefazade di bûyerê de bi giranî birîndar bû û dema dixwazin bibin nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên ku ji hevalekî Riza Mistefazade gihîştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, Riza birayê hunermendê navdar ê Ormiyê Qinyas Mistefazade ye. + +Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) - Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku li ser biryara Dadgeha Destûra Tirkiyê ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû berdan, ji zîndanê derket. + +Gulser Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê girtî bû, ji zîndanê derket û ji aliyê sedan kesan ve bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. + +Dadgeha 5emîn a Amedê îro biryara berdana paralmenterên BDPê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan dabû. + +Tê pêşbînîkirin, Ayhan jî heta demek din ji zîndanê derbikeve. Ayhan li Amedê girtî ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ji 5 parlamenterên girtî yên Bakûrê Kurdistanê ku jê BDPyî û yek jê serbixwe ye, 2 parlamenter hatin berdan. + +Daxwaza berdana parlamenterên kurd ku nêzîkî 5 sal in bi hêceta ku endamên KCKê ne, girtî ne, piştî berdana parlamenterê Îzmîrê yê CHPê Mustafa Balbay ket rojevê. + +Mustafa Balbay, li ser biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê hat berdan, çimkî li gorî dadgehê heyama girtina Balbay ji dema qanûnî zêdetir bû lewma biryara berdana wî hat dayîn. Balbay nêzîkî 5 salan ji doza Ergenekonê di zîndanê de ma û meha Mijdara 2013an hat berdan. + +Piştî berdana Balbay, parêzerên parlamenterên BDPê du-sê caran serî li dadgehên Amedê dan û daxwaza berdana wan kirin lê ew daxwazî hat redkirin. + +Herî dawî, Dadgeha Destûrê biryar da ku bernedana parlamenterên girtî yên BDPê tê wateya binpêkirina qanûnê. + +Li ser vê bingehê û li ser daxwaza parêzeran tenê 2 parlamenter hatin berdan: Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim û Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan. + +Lê hîn Parlamentera Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê Colemêrgê Faysal Sariyildiz û Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş nêzîkî 5 sal in girtî ne. + +Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê BDP’ê Îbrahîm Ayhan jî ji zîndanê derket. + +Parlamenterê Rihayê yê BDP’ê Îbrahîm Ayhan ê ku biryara berdana wî û Parlamentera Mêrdînê ya BDPê Gulser Yildirim ji aliyê Dadgeha 5’emîn a Cezayê Giran a Amedê ve hatibû dayîn, ji zîndanê derket. + +Ayhan li ber deriyê zîndaê ji aliyê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr û komek kesên din ve hat pêşwazîkirin. + +Hat ragihandin ku Ayhan dê li avahiya BDP’ê ya Amedê daxuyaniyekê bide. + +Beriya niha Gulser Yildirim jî ji girtîgeha Mêrdînê hatibû berdan. + +Amed (Rûdaw/DÎHA) – Di doza rêxistina bi navê JÎTEMê de ku wek saziya sîxorî ya artêşa Tirkiyê tê naskirin, yek ji tohmetbarên kuştina 52 kesan û fermandeyê berê hêzên cendirme li devera Cizîra Şirnexê Cemal Temîzoz bi 5 caran hevsa heta hetayî û 100 sal cezayê girtinê hat darizandin. + + Îro doza kuştina 52 kesên ku tê îdiakirin di navbera salên 1993-95'an de li Şirnexê bi awayekî tarî hatine kuştin û fermandarê berê yê hêzên cendirme li Cizîrê Cemal Temîzoz, çawişê pispor Bûrhanettîn Kiyak, Şaredarê berê yê Cizîrê û sercerdevan Kamîl Atak, cerdevan Kolek Atak, Tamer Atak û îtîrafkar (endamê berê yê PKKê) Abdulhakîm Guven, Hidir Altûg û Adem Yakin tên darizandin, li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam kir. + + Di rûniştina dozê de ji bersûcên girtî Cemal Temîzoz, çawişê pispor Bûrhanettîn Kiyak bi navê kod 'Yavûz', îtîrafkar Adem Yakin û bersûcên negirtî Hidir Altûg, Abdulhakîm Guven û Şaredarê berê yê Cizîrê Kamîl Atak amade bûn. +'Rêxistineke sûc hatiye avakirin' + +Dozgerê rûniştinê Mehmet Şahîn got, "Dema di çarçoveya biryarên dadgeriyê de hemû delîl bê nirxandin, tê dîtin ku bi serkirdetiya Cemal Temîzoz û endametiya bersûc Adem Yakin, Hidir Altûg, Abdulhakîm Guven, Bûrhanettîn Kiyak rêxistineke sûc hatiye avakirin." + +Dozger piştî pêşkêşkirina nirxandinên xwe, derheqê bersûc Cemal Temîzoz de bi giştî 5 caran hevsa heta hetayî û 100 sal cezayê girtinê xwast. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Parlamentera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim piştî ji girtîgeha Mêrdînê hat berdan, di daxuyaniyekê de diyar kir ku Berdana wê ne qenciyek e, ev biryar pir dereng mayî ye. + +Duh, her du parlamenterên Kurd Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan ji aliyê dadgehê be hatin berdan û ji aliyê bi hezaran kes ve hatin pêşwazîkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, parlamentera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim duh li ber deriyê girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Yildirim, li ber deriyê girtîgehê axaftin kir. + +Yildirim li berê kesên hatibûne pêşwaziya wê axifî û got ";Li girtîgehê ew qas hevalên me yên girtî û nexweş hene. Ew qas binpêkirina mafan û bê hiqûqî heye. Ev yek zêde mirovan kêfxweş nake. Berdana min kêfxweşî bi min re çênekir";. + +Yildirim diyar kir ku pêwîste ew qas girtî li girtîgehê nemînin û divê hemû girtiyên siyasî û girtiyên neweş bên berdan. + +Parlamentera BDPê ya Mêrdînê herwiha got ";Erê îro ez serbest hatim berdan, lê bi hezaran dayik, zarok, nexweş û hevalên me yên siyasetmedar girtî ne. Ev min kêfxeş nake, dijberî vê yekê min xemgîn dike";. + +Gulser Yildirim tekez kir ku berdana wê nayê wateya ku pirsgirêka Kurd çareser bû û got ";Heta pirsgireka Kurd çareser nebe têkoşîn dê berdewam bike";. + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê BDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan piştî ku ji girtîgeha Amedê hat berdan, diyar kir ku bi salan in bi hezaran siyasetmedarên Kurd bi awayekî bê hiqûq girtî ne. + +Li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ligel malbata Ayhan, parlamenter, şaredar û rêveberên BDPê û gelek welatî, Ayhan pêşwazî kirin. + +Li ber deriyê Girtîgehê Parlamenterê BDPê Nazmî Gur di daxuyaniyekê de got ku berdana parlamentrên Kurd Gulser Yildirim û Îbrahim Ayhan gavek erênî ye û hêvî xwest ku her 3 parlamenterên din ên Kurd bên berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî ku hatibû pêşwaziya Ayahn got ";Em hêvî dikin ev berdana parlamenteran dê xizmeta azadî û rohaniyê bike";. + +Parlamenterê BDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li pêşiya kesên ku hatibûn pêşwaziya wî axifî û got ";Wekî min bi hezaran siyasetmedarên Kurd neheq û bêhiqûq hatin girtin û di zandanan de ne";. + +Ayhan diyar kir ku berî her tiştî heta ku deriyê zindanan li ber hemû girtiyên venebin ti wateya azadiyê tine. + +Ayhan da zanîn ku biryara Dadgeha Destûrî biryarek dereng mayî ye û got ";Bi salan e em bê hiqûq hatine girtin. hêviya me ewe ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd di rêya demokratîk û aştiyê re çareser bibe";. + +Ayhan herwiha got ";4 sal berê em çawa hatin girtin em dê ji niha û şûnde jî di nava gelê xwe de têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewa bikin. Em dê bi biryar û israr ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin";. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar bû îro deriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bihata vekirin, lê belê ji ber ku ev demeke karên komîteyên hevbeş ên di navbera ENKSê û EGRKê li ser derî rawestiyane, dibe ku derî îro venebe. + +Endamê komîteya rêveber a deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew niha di nava xwe de, wate komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê, amadekariyan dikin ji bo vekirina derî. + +Deriyê Sêmalka di meha sibatê ya sala 2013an de hat vekirin û li aliyê Rojavayê Kurdistanê ji bal komîteyên hevbeş yên ENKSê û EGRKê dihat birêvebirinm, lê belê di 26ê cotmehê de bi biryareke tek alî ya PYDê hat girtin û nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji wê demê de li ser derî dewam nakin. + +Mistefa Ebdilezîz ku yek ji nûnerên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di komîteya rêveber de ye, ji Rûdawê aşkere kir ku eger amadekariyên wan îro biqedin, îro yan jî sibê dê deriyê Sêmalka bê vekirin. + +Ebdilezîz diyar kir ku li gor rêkeftina navbera ENKSê û EGRKê ku di 24/12/2013 de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat îmzekirin, deriyê Sêmalka dê li ber alîkariyên mirovî û nexweşan û herwiha bazirganiyê jî bê vekirin. + +Tevî ku deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê de hatiye girtin, lê ew li ber koçberên li Başûrê Kurdistanê ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê vekirî bû. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê ango Sêmalka wek li Rojava jê re dibêjin, Şewket Berbuharî ev yek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got ku li aliyê Başûr, derî li ber koçberên dixwazin vegerin Rojava vekirî ye û ti carî ji bo vegerê nehatiye girtin. + +Berbuharî diyar kir ku heta vê gavê jî derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê girtî ye û ew niha li bendê ne ku komîteyên hevbeş ên ENKSê û EGRKê li aliyê Rojava Ii hev bikin û derî ji aliyê xwe de jî vekin. + +Amed (Rûdaw-DÎHA)- Teyfîk Ateş û Remziye Ateş ku li gundê Tepecûk ê girêdayê navçeya Karazê ya Amedê rûdinên, du zarokên wan cezayê hetahetayê girtine û sirgunê girtîgeha Tipa L a Kepsut a Balikesîrê hatine kirin. Dayik û bav hesreta zarokên xwe dikşînin. Bav Ateş ku di sala 1990an de gundê wan hatiye şewitandin û 2 zarokên wî li serê çiyane got ";Ez bêriya 4 zarokên xwe dikim. Dayika wan şel û şaht e nikare derkeve rê. Di lingê min de jî platîn heye em ixtiyarin. Em hesreta zarokên xwe dijîn. Beriya mirinê em dixwazin bi zarokên xwe re bijîn";. + +Hin hemwelatî ji bo dîtina xizmên xwe yên hatine sirgunkirin bi kîlo metreyan dûr birine hemû cure eziyetê didin ber çavan, hin hemwelatî jî ji ber aboriyê bi mehan heta bi salan xizmên xwe nikarin bibîn in. Ji bo xizmên nexweş û ixtiyar ên girtiyan ev yek dibe wek e îşkenceyê. + +Dayika Aştiyê Remziye Ateş a li gundê Tepecûk bedena wê hinek bi felce, bav Teyfîk Ateş ku di lingê wî de platîn heye, ji van malbatan tenê yek in. Malbata Ateş 2 zarokên wan di nava PKKê de ne û 2 zarokên wan jî di girtîgehê de ne. + +Bi bêrîkirina 4 zarokên xwe dijîn + +Malbata di salên 90î de di pêvajoyeke pêkûtiyan de derbasbûne, li ber çavên wan ji hêla leşker û cerdevanan ve gundê wan hate şewitandin, şahidiya kûştina gelek mirovan kiriye. + +Malbata Ateş ku li ber zêdebûna pêkûtiyan nikaribûn îdare bikin wek e gelek malbatan bi neçarî koç kirin. Ew malbat ku bêrîkirina 2 zarokên xwe yên di nava PKKê de bi sirgunkirina 2 zarokên wan ên bi kîlometreyan dûr di girtîgehê de ne, du qat zêde bû. + +Malbata Ateş 2 zarokên wan Îbrahîm Ateş û Mehmet Ateş ku berê di girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê de bûn di meha cotmehê sala 2012aan de sirgunê girtîgeha Tîpa L a Kepsut hatine kirin, ev bû 13 meh nikarin zarokên xwe bibîn in. Dê û bav bêrikirina her du zarokên xwe bi wêneyan derbas dikin. + +";Yan hûnê bibin cerdevan yan jî gund vala bikin"; + +Bav Teyfîk Ateş diyar kir ku di salên 1990an de bi zêdebûna pêkûtiyan re li gundê Tepecûkê jî çews zêdebûne, ji hêla leşker û cerdevanan ve tundiya hem derûnî û hem jî fizîkî li wan hatiye kirin û da zanîn ku di 20ê kanûna 1992an de gundên wan hatiye şewitandin. + +Teyfîk Ateş destnîşan kir ku gundê wan her tim di bin gefan de bû û wiha got: ";Leşkeran her roj digotin yan hûnê bibin cerdevan yan jî gund vala bikin";. Ji bo gund perçe bikin digotin ";bibin cerdevan perê xwe bistînin bi rehetî bijîn";. Gundiyan cerdevaniyê qebûl nekirin. Berûvajiyê wî tevlîbûna PKKê çêbû. Bi vê re çews derkete asta herî jor. Di wê demî de piştî tevlîbûna tevgerê dewletê nihêrt ku gund ji dest diçe, dest bi tundî û pêkûtiyan kir. Ev tundî her çiqas diçû zêde dibû. Bi hindikayî hefteyê du caran davêtin ser gund, her derî belav dikirin û wiha dihiştin û diçûn";. + +";Bi destê cerdevanan dixwestin gund di bin pêkûtiyan de bihêlin"; + +Ateş anî ziman ku malbatên zarokên wan tev li PKK'ê bûn hatin binçavkirin û di îşkenceya giran re derbas bûn. Ateş, da zanîn ku kesên hatin binçavkirin di îşkenceya giran re derbas bûn û gelekan hiş û aqilên xwe winda kirin û wiha got: ";Di sala 1992an de welatiyên gundê derdorê ji bo 15ê Tebaxê pîroz bikin dihatin gundê me. Hin welatî hatin û hin welatî jî bi rêde ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Piştî niqaşên di navbera leker, cerdevan û welatiyan de gule li ser welatiyan reşandin. Di mudaxaleyê de zarokê 5 salî jiyek hat qetilkirin. Disa li gundê Karaçimenê welatiyê bi navê Zayit hat qetilkirin. Bi dehan kes birîndar bûn";. + +";Mal yek bi yek şewitandin"; + +Bav Ateş diyar kir ku di 20ê kanûna sala 1992an de hemû gundî dema li derve bûn, sercerdevanekî ji gundê Locikê bi texsiyê hate gund, ji nişka ve her çar deriyên texsiyê vebûn gundiyan gulebarankirin. + +Bav Ateş da zanîn ku birayê wî ji her du lingên xwe birîndar bû û wiha got: ";Di wê pêvçûnî de du cerdevan mirin. Li ser vê bûyerî cerdevanan ji bo şewitandina gund hatin. Leşkeran li serê gir temaşe dikirin. Malan yek bi yek şewitandin. Gelek ciwanên gund binçavkirin. Min jî malbata xwe hilda û çûme gundê Mermerê. Ew şev leşkeran avêtin ser gundê Mermerê. Ya her kesî xistin rêzê û gotin ên ji gundê Tepecûkê bila derkevin pêş. Ez û kurê xwe Mehmet derketin pêş. Me birin qereqolê. Heta serê sibehê me li qereqolê girtin, min berdan lê kurê min bernedan";. + +'Hem gundê me şewitandin hem jî zarokên me birin"; +Bav Ateş bal kişand ku di wê demê de her kes gund terk kirin û canê xwe bi zor xilas kirin. Ateş wiha berdewam kir: ";10 roj piştî şewitandina gund, gundiyê bi navê Hîkmet Taş bi kurê xwe Mehmet Ataş re ji bo ruxseta çeka nêçîrê bigirin çûn qereqolê. Li qereqolê pir baş nêzîkahiya wan dikin. Çay didin wan. Piştre ji bavê Mehmet re dibêjin tu here îfadeya kurê te heye ew dê piştre bê. Bav derdikeve 2 saet li devê derî disekine û careke din dikeve qereqolê û li kurê xwe dipirse. Dibêjin karê kurê te hêj xilas nebûye tu here êvarê wê kurê te bê û bav diçe malê. Di heman êvarê de di radyoyan de nûçeyekî terorîstek li Qereqola Karazê bi çeka xwe re teslîm bûye derbas dibe. Ew ciwan jî tê girtin. Piştî salek darizandinek formalîte, kurê min Mehmet Ateş, Mehmet Ataş, ji gund Şerîfe Demîr û Ramazan Ateş ku hatibûn binçavkirin ji madeya 125emîn 36 cezaya hetahetayê ceza dane wan. Tu sûcekî wan tuneye û ev 22 sal in di girtîgehê de ne. Hem gundê me şewitandin hem jî zarokên me ji me standin." + +";Jiyana me mahf kirin"; + +Bav Ateş diyar kir ku piştî wan koçberê Amedê bûn zarokê herî mezin ê malê Îbrahîm ê 17 salî ji bo li malbatê binêre di aşxaneyekî de dixebitî. + +Ateş wiha got: ";Di bihara 1994an de Îbrahîm ji nişka ve ji holê winda bû. Me lêkolîn kir ku derketiye çiya. Kurê min li ber êş û pêkûtiyan îdare nekir. Di havîna 1996an de agahiyek ji me re hat. Îbrahîm di pêvçûnekî de birîndar bûye. Kurê min ji me re anîn. Dayika wî bi dermanên xwe lê dinêhirt. Du meh û nîv ew derman kir. Piştre yê Îbrahîm ji me re anîbû hate girtin. Kurê min da dest. Kurê min bi birîndarî mehek û nîv di bin çav de mabû. Piştî salek darizandinê Îbrahîm jî ji madeya 125emîn cezayê muebetê xwar. Ew jî ev 18 sal e girtî ye. Piştre her du zarokên min ên din jî li pey hev ji holê winda bûn. Em hînbûn ku ew jî tevlî refê PKKê bûne. Me gelek tişt jiya ye. Jiyana me mahfkirin. Bi salane zilim li kurdan dikin. Ew bi xwe dişewitînin, xiradikin, îşkence dikin. Dîsa êşa wî ji me derdixin."; + +";Ne edalet û ne jî mirovahiya vê dewletê heye"; + +Bav Ateş da zanîn ku her çar zarokên wan li ber çavên wan windabûyîn pir zahmet e lê zora wan naçe. Ateş wiha got: ";Li zora min naçe. Lewra ew di riya rast de ne. Diziyê nekirine, neheqiyê li kesî nekirine. Dewlet li hemberê me bûye wekî gurek. Zarokên me şandin goristanan û girtîgehan. Em ji dûrbûna zarokên xwe acizin, em ixtiyarin îdare nakin. Divê li vê welatî edalet hebe. Ewqas jî nabe. Eger li vê welatî edalet hebûya dê ewqas zarok bi vê awayî nehatibûna qetilkirin. Ev hovîtiye. Ne edaleta vê û ne jî însanetiya vê heye";. + +";Berî mirinê em dixwazin bi zarokên xwe re bijîn"; + +Ateş diyar kir ku Mehmet û Îbrahîm herî dawî dema di girtîgeha Tîpa E ya Semsûre de bûn di rêya 3 saetan dikaribûn zarokên xwe bidîta. Ateş, da zanîn ku lê di meha cotmehê sala 2012an de sirgûna Girtîgeha Tîpa L a Kepsût re ew şensê wan ji holê rabû. + +Bav Ateş destnîşan kir ku ev 13 mehin hesreta dîtina zarokên xwe ne. Ateş, ev tişt gotin: ";Dayika wan şehte nikare bikeve rê. Di lingê min de platîn heye, em ixtiyarin. Em nikarin zarokên xwe bibîn in. Di destê me de tenê wêneyên wan heye. Em li wêneyan dinêrin û digirîn. Em hesreta zarokê xwe ne. Em pir bêriya wan dikin. Îbrahîm bi nexweşîna zerikê ketiye û hêj jî di lingê wî de perçeyên şarapnelê heye, bi pê re dijî. Mehmet jî fitiqa sitû û pişt heye pê re. Zarokên me li wir nexweşin em nikarin wan bibînin. Û em beriya mirinê dixwazin bi zarokên xwe re bijîn. Em dixwazin wan bibînin. Em ji vir bang li rayedaran dikin. Zarokên me berdin";. + +Seyid Sadiq (Rûdaw)- Wêneya Biryar Hesen berî ku bê kuştin bi çend saetan, bi kamîraya peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye kişandin. + +Biryar Hesen di sala 1987an de jidayikbûye û derçûyê peymangeha Silêmaniyê bû. Ew di yekem roja xwepêşandanên xelkê bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Helebce de hat kuştin. + +Rojên pêncşem û înê yên borî, hejmareke mezin ji xelkê bajarokê Seyid Sadiq li dijî kêmbûna xizmetguzariyan û her wiha li dijî ku bajarokê wan tevlî parêzgeha Helebce bibe, daketin kolan û cadeyên bajarokê. + +Di xwepêşandanê de, tevî kuştina Biryar Hesen, nêzîkî 100 hemwelatiyên din birîndar bûn û ziyanên mezin gihane avahî û otombîlên hikûmî Ii bajarokê. + +Xwepêşanderan herwiha daxwaz dikirin ku berpirsên îdarî yên bajarokê dest ji kar vekişînin, lewra Qaymqam û Serokê Şaredariyê dest ji kar vekişandin. + +Îro şemiyê li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurditanê, şandeke hikûmî ku ji Wezîrê Şaredariyê û Wezîrê Avakirinê û Parêzgarê Silêmaniyê pêk tê dê biçe bajarokê Seyid Sadiq û hewl bide pirsgirêkên xelkê diyar bike û pirsgirêkan çareser bike. + +Amed (Rûdaw)- Li ser biryara Dadgeha Desûtrî ya Tirkiyê, dadgeha Amedê biryar da parlamenterên BDPê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Wanê yê serbixwe Kemal Aktaş serbest berdan. + +Dadgeha destûrî biryar da ku mafê parlamenterên BDPê Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û parlameterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş hatiye binpêkirin. + +Desteya Dadgeha Destûrî bi sedema ";Dema girtina wan a maqul derbas bûye"; biryar da ku mafê wan hatiye binpêkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li ser biryara Dadgeha Destûrî, parêzerên Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş ji bo muwekilê wan serbest bên berdan serî li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan. + +Li ser vê yekê Dozgeran jî xwest 3 parlamenterên BDPê û serbixwe Irmak, Sariyildiz û Aktaş bên berdan. + +6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku berê daxwaza dozgerên komarê ya berdana her 3 parlamenteran red kiribû vê carê biryar guhert û biryara berdana wan da. + +Li bendê ye ku Sariyildiz, Irmak û Aktaş di saetên pêş de ji Girtîgeha Tîpa E û Tîpa D yên Amedê serbest bên berdan. + +Duh jî her du parlamenterên BDPê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. + +Kobanî (Rûdaw)- Grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 9 hemwelatiyên Kurd i bajarê Munbicê yê ser bi parêzgeha Helebê ve revandin û heta niha çarnivîsa wan nediyar e. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Kobanî ragihand ku berî çend rojan, çekdarên DAÎŞê 9 hemwelatiyên Kurd ên xelkê bajarokê Munbicê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, di nava her 9 kesên hatine revandin de, 2 jin û keçek hene. + +Navên her 9 hemwelatyên Kurd evin: + +1- Fatma Îsmaîl Xellê, ew jineke 35 salî ye. + +2- Şêrîn ku qîza Fatma Ismaîl Xellê ye, ew keçeke 17 salî ye. + +3- Sibhî Şêxo (77 sal). + +4- Dicle qîza Sibhî Şêxo, ew jineke 30 salî ye. + +5- Remedan Xişo (60 sal), mal û 3 erebeyên malbata wî hatine talankirin. + +6- Luqman kurê Remedan Xişo (30 sal). + +7- Salih Miçê (40 sal), DAÎŞê erebe û sîlahê wî birine. + +8- Umer Hec Elî (40 sal), pere û sîlahê wî hatine birin û DAÎŞê 15 milyonên Sûriyê ji bo berdana wî dixwazin. + +9- Ebid Hec Elî, ew mêrekî 33 salî ye, piştî girtina wî li Munbicê, DAIŞ ew biriye bajarê Babê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji girtiyên doza KCKê Seyidxan Taşkiran ku berî 18 rojan di encama krîza dil de rakiribûn nexweşexaneyê, jiyana xwe ji dest da. + +Seyidxan Taşkiran yê 45 salî ku di girtîgeha Bedlîsê de girtîbû, li Farqînê û li ser îfadeya zarokê 13 salî di 2009an de hat girtin û ji aliyê 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve rastî cezayê hetahetayê girtin hat. + +Taşkiran piştî bi nexweşiya xwe re 18 rojan li ber xwe da, îro jiyana xwe ji dest da. + +Bi gotina bijîşkan, bedena Taşkiran ji sedî 99 hêz û xweragiriya xwe wenda kiribû. + +Wek tê zanîn zêdetirî 165 nexweşên girtî di girtîgehên Tirkiyê de hene û li bendê ne ku hikûmet biryara serbest berdana wan bide. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokat a Kurd li Sûriyê (el-partî) a baskê Ebdilhekîm Beşar dest ji endamtiya xwe vekişand û serdirdatiya partiya xwe bi tundî rexne dike. + +Endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Salih Xelîl ku xelkê bajarê Efrînê ye û niha li Hewlêrê dimîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku wî dest ji endamtiya xwe vekişandiye. + +Derbarê sedemên dest ji kar vekişandinê de, Xelîl diyar kir ku berî 3 mehan Komîteya Navendî ya el-Partî li bajarê Hewlêrê civiyabû û biryar dabû ku kongreya xwe berî lidarxistina kongreya Yekîtiya Siyasî li dar bixe. + +Yekîtiya Siyasî ya Kurd di 15/12/2012 li bajarê Qamişlo di navbera el-Partî, her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurd de hat avakirin, lê piştî çend mehan Partiya Yekîtî xwe ji Yekîtiya Siyasî vekişand û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê ket şûna wê. + +Endamê Polîtbîroya el-Partî herwiha got ";El-Partî ji dema ku şoreşa Sûriyê destpêkiriye û heta niha de gavên gelek şaş avêtine, destpêkê Koma Partiyên Kurd li Sûriyê ava kir, piştre Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) damezirand, pey re Desteya Bilind a Kurd ava kir û xiste destê PYDê û herî dawî Yekîtiya Siyasî ava kir bêy ku nav mala xwe rêk bixe";. + +Mihemed Salih Xelîl rêkefitina vê dawiyê ya ku di 24/12/2013 de navbera ENKSê û PYDê li Hewlêrê hat îmzekirin wek ";şikestineke din a el-Partî"; da zanîn û got ";El-Partî rola xwe wek serkirdeyeke gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dest daye";. + +Xelîl nerazîbûna xwe derbarê mîkanîzima diyarkirina endamên kongreya Yekîtiya Siyasî di nav el-Partî de anî ziman û got ";El-Partî endamên xwe ji bo kongreya Yekîtiya Siyasî ne bi hilbijartinê destnîşan kirine, lê belê ew wek lîsteyeke amade û li gor berjewendiya beşek ji serkirdatiya el-Partî diyar kirine";. + +Heta niha kongreya Yekîtiya Siyasî ku dê wek kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê be, çend caran hatiye paşxistin û herî dawî biryar bû berî dawiya sala 2013an bihata lidarxistin. Heta niha jî roja lidarxistina kongreyê yekîtiya her çar partiyên Yekîtiya Siyasî nediyar e. + +Her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li hev kirine ku ji nava 45 endamên serkirdatiya partiya nû (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê) tenê 24 endam di kongreyê de bêne hilbijatin û her 21 endamên din dê berî kongreyê ji nava her çar partiyan bê hilbijartin bêne diyarkirin. + +Endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Salih Xelîl derbarê vê yekê de jî nerazîbûna xwe aniye ziman û got ";Endamên serkirdatiyê divê di kongreyê de bêne hilbijartin û nabe em wek Baesiyan lîsteyek hazir pêşkêşî kongreyê bikin bêy ku bêne hilbijartin";. + +Xelîl ji Rûdawê re tekez kir ku ew ne li dijî avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê ne, lê belê ew dixwaze berî her tiştî ";el-Partî nava mala xwe rêk bixe";. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Şaredariya Dêrsîmê Edîbe Şahîn bi awayekî fermî di nava pîlanên avadanî û jîngehê de cemxane wekî ";perestgeh"; destnîşan kir û cihê wê diyar kir. Şahînê got kuli Tirkiyê cara yekem e gaveke bi vî rengî ji aliyê şaredariyekê ve tê avêtin. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, ji Rûdawê re ragihand ku ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ve cemxane wekî perestgeh nayên nasîn û wiha got: "Li Tirkiyê cemxane hem nayê nasîn hem jî di fermîyetê de avakirina wê bi qanûnan hatiye qedexekirin. Civata Giştî ya şaredariya me biryar girt ku hem di nava pîlanên avadanî û jîngeha bajêr de wekî îbadetxane cih bide Cemxaneyan û hem jî îsal li Taxa Gazîkê dê cemxaneyekê çêbike." + +Şahînê diyar kir ku wekî fermî li Tirkiyê cara yekem cemxane bi awayekî yekser mîna îbadetxane tê ravekirin. Di vî warî de Şahîn wiha axivî: "Li gora rêziknameya şaredariyan, şaredarî dikarin di pîlanên xwe de cihên civakî, îbadetxane, nexweşxane, rê û parkan destnîşan bikin. Niştecihên welatê Kirmanciye Dêrsîm jî hemû bawermendên Rêya Heq (Elewî) in. Li ser vê yekê wekî gava destpêkê, Civata Giştî ya Şaredariya Dêrsîmê biryar sitend ku li Taxa Gazîkê cihê îbadetxanê destnîşan bikin. Ji ber baweriya xelkê vir Elewîtî ye, ev îbadetxane dê cemxane be. Em ê di hundirê sala 2014an de li vê taxê cemxaneyekê çêbikin, piştre ji bo her taxek bajêr cemxaneyekê ava bikin." + +Şaredariya Dêrsîmê ya ku li Tirkiyê cara yekem wekî fermî cihê Cemxaneyê di pîlana avadanî û jîngehê de destnîşan kir, dixwaze li hemû taxên bajêr cemxaneyan ava bike. +Şaredara Dêrsîmê got ku li Tirkiyê tenê bawermendên Sunnî najîn û wiha dirêjahî da daxuyaniya xwe: "Rêveberiya Tirkiyê mizgeftan, dêr û kenîşteyan/sînagogan nas dike, lê ji budçeya dewletê tenê alîkariyê dide mizgeftan. Her çend çûndiniyên dêr û kenîşteyan ji budçeya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê neyê terxankirin jî qe nebe ev perestgehana tên nasîn. Lê belê baweriyên wekî Elewîtiyê hem mîna bawerî nayê nasîn û qebûlkirin, hem jî perestgeh û îbadetxaneyên wan qedexe ne. + +Li Tirkiyê di warê musilmantiyê de tenê Hanefîtiya Sunetiyê tê nasîn. Rêveberiya Tirkiyê tenê Tirkên Sune nas dike, lê belê li Tirkiyê tenê ew najîn. Dîn û baweriyên cûda, netew û hindikahiyên cûda hene li Tirkiyê. Divê nêzîkatiya rêveberiyê ji bo hemû bawerî û rengan yeksan be." + +Serokatiya Karûbarên Diyanetê li Tirkiyê yek ji saziya xwedî budçeya herî mezin e. Di 2013an de budçeya wê ji ya 11 wezaretan zêdetir bû. + +Tenê mamostayên dînî yên Sune li Tirkiyê wekî karmendên fermî tên qebûlkirin û mûçeyên wan ji aliyê dewletê ve tên dayîn. Ji bo avakirina mizgeftan Serokatiya Karûbarên Diyanetê budçeya pêwîst terxan dike. + +Perestegehên dînên Xirîstiyanî û Cihûtiyê, dêr û kenîşte ji vê budçeyê bi ti awayî sûd wernagirin, lê belê ev perestgehana ji aliyê dewletê ve tên nasîn û ne qedexe ne. + +Perestgeha Elewiyan, cemxane ye. Cemxane wekî perestgeha baweriyekê nayê nasîn û bi ti awayî ji budçe jê re nayê veqetandin. Herwiha pîrên ku mamostayên vî dînî ne, wekî karmendên fermî nayên nasîn û ji dewletê mûçe nastînin, bi alîkariya bawermendan debara xwe dikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Şirnexê ya BDPê Selma Irmak, ku ji sala 2009an ji doza KCKê hatibû girtin, hat berdan û ji girtîgehê derket. + +Li ser biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê û daxwaza parêzeran, dadgeha Amedê îro (04.01.2014) biryara berdana parlamenterên kurd Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş jî da. + +Li gorî agahiyan, bîstekê beriya niha Selma Irmak ku li girtîgeha Tîpa E ya bajarê Amedê girtî bû, ji girtîgehê derket û ji aliyê malbat, xizmên xwe û berpirsên BDPê û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. + +Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, li ber girtîgehê axaftinek kurt kir û wiha got: "Berdana me berdanek nivî ye. Kêfa me kêfek nivî û şikestiye. Heta hemû deriyên girtîgehê neyên vekirin dê azadî pêk neyê. Xwezî dema em hatin hilbijartin dadgehan ev biryar dabûna. Xwezî me kedek dabaya demokrasiyê. Ev biryarek pir dereng e. Ev biryar hemû pêkanînên dadgehan vala derdixe. Biryar û helwesta dadgehên Amedê dê di aliyê neyînî de têkevin dîrokê. Mirov nikare ji bo girtîgehan behsa mafên mirovan bike."; + +Irmak behsa girtiyên nexweş û mirina girtiyê bi navê Seyîtxan Taşkiran jî kir û wiha got:";Niha 544 girtiyên nexweş û 163 girtiyên rewşa wan giran heye. Îro tabûta hevalê me Seyithan Taşkiran ji Girtîgehê derket. Hevalê me Taşkiran jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Heta girtiyên nexwe, rojnameger, parêzer, parazvanên mafên mirovan, ciwan, jin zarok û siyasetmedar tev neyen perdan demokrasî û azadî pek nayê û dê têkoşîna me berdewam bike. Seyitxan Taşkiran jiyana xwe ji dest da û darbesta wî derket. Mirina wî hêfa me di qirika me de hîşt. Hevalên me yên girtî dilê wan azad e, lê divê fîzîka wan jî azad be û di nava gel de cih bigirin." + +Tê pêşbînîkirin ku her du parlamenterên din jî di saetên pêş me de bên berdan. + +Duh jî du parlamenterên kurd Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan hatibûn berdan. + +Mixabin îro careke din û bi awayekî pilankirî rê li pêş tîma Tora Medyayî ya Rûdawê hat girtin da bûyerên Seyid Sadiq neşopîne. + +Di dema êrîşkirinê de li ser tîma Rûdawê, ji aliyê hêzên ewlkariyê yên çekdar li nava bajarokê Seyd Sadiq, bi awayekî gellek neyasayî li tîma SNG a Rûdawê dan û di encamê de bi qondaxa tifengê Emar Fazil birîndar bû, lewma tîma Rûdawê neçar bû ji Seyid Sadiq derkeve. + +Ev bûyer di demekê de tê ku duh jî tîma Rûdawê û otomobîla SNG bo heyamekê hat binçav kirin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, li gorî yasaya rêxistina karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê, bûyerên Seyid Sadiq şopandiye û ev yek jî bi şahidbûna xelkên Kurdistanê encam daye. + +Tora Medyayî ya Rûdawê nêrîn û peyama hemû aliyan digihand û wêne jî bi temamî digihand. Em wê nêzîkbûna hêzên ewlekariyê bi binpêkirina yasayê û destdirjî li ser azadiya karê medyayî li Kurdistanê dizanin û bi tundî wê nêzîkbûnê protesto dikin, û dazwaz dikin êdî rêgirî li karê Tora Medyayî ya Rûdawê neyê kirin û metirsî nekeve ser jiyana karmendên tîma Rûdawê. + +Tora Medyayî ya Rûdawê +04/01/2014 +Hewlêr – Başûrê Kurdistanê + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî berdana Parlamentera BDPê Selma Irmak, her du parlamenterên din ên kurd Kemal Aktaş û Faysal Sariyildiz jî ji girtîgehê derketin. Hat her 5 parlamenterên kurd dê roja sêşemê li Parlamentoya Tirkiyê sond bixwen. + +Piştî ku dadgeha Amedê biryara berdana parlamenterên kurd Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş da, her sê parlamenter ji girtîgehê derketin. + +Ji aliyekî din hat zanîn ku her 5 parlamenterên kurd ên duh û îro ji girtîgehê derketin, dê roja sêşemê (07.01.2014) li Parlamentoya Tirkiyê amade bibin û sond bixwein û dest bi karê xwe bikin. + +Di nav parlamenterên kurd ên ku hatine berdan, 4 jê yên BDPê û Kemal Aktaş jî bi awayekî serbixwe û wek nûnerê bajarê Wanê hatibûn hilbijartin. + +Hemû parlamenterên kurd ji doza KCKê hatibûn girtin û nêzîkî 5 sal bû di girtîgehê de bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew lêjneya ku bo şopandina bûyerên bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê hatiye pêkanîn, dê bi awayekî cidî guhdarî daxwaziyên xelkê bajêr û cîbicîkirina wan bikin. Hikûmetê her wiha ji hêzên ewlehiyê xwast, bi awayekî qanûnî nêzîkî xelkê bibin. + +Ev çend roj in xelkê bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê li hember xemsarî û paşdemana xizmetguzariyên bajêr xwepêşandan dikin. Di roja yekem a xwepêşandanê de alozî û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket û di encamê de xortekî jiyana xwe ji dest da û gellek kes jî birîndar bûn. + +Li ser vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî lêjneyek bo şopandina bûyerên Seyid Sadiq pêk anî. Lêjneyê îro serdana bajêr kir û rewş ji nêzîkî ve şopand. + +Derheqê kar û erkên lêjneyê de, hikûmetê di daxuyaniyekê de ragihand ku xwepêşandan mafekî sivîl û qanûnî yê hemû xelkê vê herêmê ye ji ber wê jî nerazîbûn û daxwaziyên xelkê bajarokê Seyid Sadiq ji bo hikûmetê girîng e û dê guhdarî daxwaziyan bike. + +Li gorî daxuyaniyê, lêjneya şopandina bûyeran îro li Seyid Sadiq biryar daye beşek ji daxwaziyên xelkê wir da û zemîna hevdîtina nûnerên xwepêşanderan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re jî amade kirin. + +Hikûmetê di daxuyaniyê de ragihand ku ew hemû aliyekî piştrast dikin ku hikûmet dê bi awayekî cidî guhdarî daxwaziyên xelkê Seyid Sadiq bike û li gorî plan û terxankirina bûdceya pêwîst kêmasiyên wê deverê çareser bike. + +Hikûmetê her wiha ji hêzên ewlehiyê yên bo kontrolkirina rewşa bajêr çûbûn Seyid Sadiq, xwast li gorî qanûnê nêzîkî xelkê bibin û xwe ji bûyerên dilnexwaz dûr bigirin. + +Di daxuyaniya hikûmetê de serxweşî ji malbat û xizmên xortê bi navê Biryar Hesen ku di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da, hat xwastin. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ji bo ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê hefteya bê biçin girava Îmraliyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, şanda BDPê û HDPê dê roja 10 an 11ê vê mehê biçin girava Îmraliyê. + +Ew şand ji Cîgirên serokên Koma BDPê Pervîn Buldan û Idrîs Baluken li gel alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê ji Pêvajoya Çareseriyê Berpirs Sirri Sûreyya Onder pêk tê. + +Sirri Sûreyya Onder di derbarê serdanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo ku biçin girava Îmraliyê wan serdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê kiribûn û wezaretê jî serdan erê kir. + +Onder got ";Di hefteya pêş de roja înê an jî şemiyê biryara çûna me hate dayîn";. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 7/12/2013 de çûbûn girava Îmralî û ligel serokê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Rizgarî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, termê jineke kuştî hat dîtin. + +Li gor zanyariyên ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, ew jin bi guleyan hatiye kuştin û heta niha nasnameya wê nehatiye naskirin. + +Termê wê jinê li ser rêya di navbera bajarokê Rizgarî (35 km li rojavayê Hewlêrê) û parzûna petrolê ya Kewirgoskê de hat dîtin. + +Yek ji wan kesên ku diçû ser kar termê wî jinê dîtiye û ji Rûdawê re got ";Jin ciwan bû û bi hicab bû, termê wê li erdê ketibû û bi guleyan hatiye kuştin, gule di serî û pişta wê de hatibûn berdan, em çend kes bûn û me bilez telefona polîs kir";. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê niha polîs lêkolînê derbarê bûyerê de dike ji bo nasnameya wê jinê nas bike, lê heta niha malbata wê jinê nediyar e û kes nizane bê kî ew kuştiye. + +Afyon (Rûdaw)- Xwendekarê zanîngeha Kocatepe ya Afyonê Halil Çeçen ku rastî êrîşa hat û 4 rojin di komayê de ye, rewşa wî giran e. + +Roja 2/1/2014 li zanîngeha Kocatepe ya Afyonê nêzîkî 50 kesên nijadperest êrîşî xwendekarê Kurd Halîl Çeçen ê pola 1 a beşa Radyolojiye kirin û bi kêr û daran Halil Çeçen bi giranî birîndar kirin. + +Halil Çeçen ev 4 rojin di komayê de derman dibe û heta niha doktoran derbarê tenduristiya wî de agahî nedane. + +Têkildarî êrîşa li dijî Çeçen û 5 hevalên wî tenê 3 kes hatin binçavkirin û dozger doz li wan vekiriye. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bavê Halil Çeçen, Îbrahîm Çeçen diyar kir ku berpirsiyarê êrîşa li dijî kurê wî rêveberê polîsê Afyonê û Waliyê Afyonê ye. + +Îbrahîm Çeçen anî ziman ku ji bo xwendinê kurê xwe şand zanîngehê û ji ber ku kurê wî Kurd bû rastî êrîşa nijadperestan hat û wiha got: ";Niha rewşa hemû xwendekarên Kurd wekî rewşa kurê min Halil e. Hemû xwendekarên Kurd di bin gef û tundiya nijadperestan de dixwînin. 50 kesan êrîşî kurê min kir, lê dozger tenê derbarê 3 kesan de doz vekiriye. Dozger kujer û êrîşkaran diparêze û vedişêre";. + +Çeçen herwiha got ";Rayedar çima bêdeng in. Gelo li benda kuştina zarokên Kurdan in ango dixwazin zarokên Kurdan ji Afyonê koç bikin? Em ji roja hatine vir heta niha di bin tacîza polîsan de ne. Malbat li vir di bin tacîza polîsan de ne. Polîs ji malbatan re dibêje hûn dê çend rojan çiqasî li vir bimînin?";. + +Çeçen diyar kir ku rewşa kurê wî hêj giran e û axaftina xwe wiha domand: ";Rojê tenê ez dikarim biçim nîv saetê kurê xwe bibînim. Malbata me perîşan bûn. Piştî walî hat nexweşxaneyê, doktor derbarê rewşa kurê min de agahî nadin me. Em dizanin ku rewşa wî nebaş e";. + +Îbrahîm Çeçen bang li hemû malbatên Kurd kir û xwest li pişt zarokên xwe derkevin û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê hejmarek parlamneter û rojnamevan xwepêşandek li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê got ku îro hejmarek parlamneter û rojnamevan li ber avahiya dadgeha Silêmaniyê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin. + +Beşdarên wê çalakiyê dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê dosyeya kuştina Kawe Germiyanî bi cidî bigirin û piştguh nexe. + +Rojnamevan Kawe Germiyanê roja 5/12/2013 li ber mala xwe li bajarokê Kelarê hat kuştin. Bi gotina polîs û dadgeha Kelarê, kujerên serekî hatine girtin û li tawana xwe mukir hatine. + +Îro li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê çalakiyeke nerazîbûnê hat lidarxistin. + +Çalakiya li Hewlêrê li cadeya 60 mitirî ya bajêr destpêkiriye û dê piştre ber bi avahiya Encûmena Dadweriyê bimeşin û daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin. + +Ev çalakiyên nerazîbûnê piştî wê yekê tên ku hîn dosyeya kuştina Kawe Germiyanî nehatiye yekalîkirin û ew berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku di dosyeyê de tometbar in û fermana girtina wan derketiye, hîn ne çûne dadgehê. + + + + +Sêmalka (Rûdaw)- Biryar bû deriyê Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê îro bihata vekirin, lê ji ber nakokî li ser pirsa ewlekariya derî heye heta niha nehatiye vekirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku niha nêzîkî 4 hezar kes li ber derî kom bûne û li benda vekirina derî ne ji bo ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, rêveberiya deriyê Sêmalka li aliyê Başûrê Kurdistanê li benda lihevkirina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) in û hêzên pêşmerge jî heta niha nahêlin kes derbas bibe. + +Li gor rêkeftina di navbera ENKSê û PYDê de ku bi çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat, derî ji bo koçberiyê nayê vekirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di civîna duh a di navbera ENKSê û PYDê de li bajarê Qamişlo, her du aliyan jibilî xala girêdayî ewlekariya derî, li ser hemû xalên din li hev kirin ji bo vekirina deriyê Sêmalka. + +Derbarê pirsa ewlekariyê de, peyamnêrê Rûdawê got ";PYDê xwestiye ewlekariya deriyê Sêmalka di destê asayişa wê de be, lê belê ENKSê tekez kiriye ku divê asayişa li Sêmalka di bin serpereştiya komîteyeke hevbeş a ENKSê û PYDê de be";. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, niha şandeke ENKSê li bajarê Dêrikê ligel berpirsên asayişa PYDê civiyane ji bo ku li ser mesela ewlekariyê jî li hev bikin. + +Roja 24/12/2013 ENKSê û PYDê li ser çend xalan li hev kirin ku yek ji wan vekirina deriyê Sêmalka li ber alîkariyên mirovî, nexweş û şandên syasî û biryar bû piştî wê lihevkirinê bi 48 saetan deriyê ku di 26ê cotmehê de ji aliyê PYDê hatiye girtin, bê vekirin. + +Sêmalka (Rûdaw)- Rêveberê deriyê Pêşabûrê (Sêmalka) Şewket Berbuharî ragihand ku deriyê Sêmalka dê ji bo wan kesên ku niha li ser sînor kom bûne bê vekirin ji bo ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şewket Berbuharî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hemû koçberên ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê Sêmalka kom bûne dê îro bi qeyikan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Peyamnêrê Rûdawê li derê Sêmalka ragihand ku niha nêzîkî 4 hezar kes li ber derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê kom bûne û li bendê ne derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Her li gor peyamnêrê Rûdawê, komîteyeke hevbeş a Enûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê piştî ku di 24/12/2013 de li ser vekirina deriyê Sêmalka li hev kirin, dê serpereştiya derî bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê PYDê xwestiye ewlekariya deriyê Sêmalka di destê asayişa wê de be, lê belê ENKSê tekez kiriye ku divê asayişa li Sêmalka di bin serpereştiya komîteyeke hevbeş a ENKSê û PYDê de. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir niha rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ligel komîteya rêveberiya deriyê Sêmalka di civînê de ye ji bo ku pirsa vekirina derî bi yekcarî yekalî bikin. + + +Efrîn (Rûdaw) - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Efrînê 3 girtiyên siyasî yên kurd ku 6 meh bû ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatibûn girtin, berda. Girtî dibêjin, di girtîgehê de êşkence li wan hatiye kirin. + +Îro (05.01.2014) demjimêr 13:30, 3 girtiyên siyasî yên bi navên Ebdilrehman Apo, Ebdilrehman Hesen û Ebdo Helebî, ji zîndanên PYDê yên li bajarê Efrînê serbest hatin berdan ku Apo berpirsekî Partiya Azadiyê ye û yên din jî endamên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ne. + +Derheqê rewşa wan di girtîgehê de, Ebdilrehman Apo, ji Rûdawê re got, ew di girtîgehên PYDê de hatine êşkencekirin û da zanîn, girtiyên ku herî zêde rastî êşekenceyê dihatin endamên El Partiyê yên mîna Siyamend Birahîm û Ceger Hemo bûn. + +Ebdilrehman Apo her wiha anî ziman ku jibilî wan, hinek girtiyên kurd ên endamên Artêşa Azad a Sûriyê jî ji aliyê PYDê ve hatine berdan. + +Li gorî Ebdilrehman Apo, hîn gellek girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de mane; 6 ji Partiya Azadî ne û 4 ji El Partiyê. + +Ev di demekî de ye ku endamên Desteya Bilind li Efrînê Reşîd Şeiban û Etûf Ebdo, beriya niha ragihandibûn ku wan serdana girtîgehê kirine û ti kes nehatiye êşkencekirin. + +Tê zanîn ku di meha Îlona 2013an de nêzîkê 40 endamên El Partiyê her wiha komek endamên Partiya Azadî, bi tohmeta pêkanîna teqînên li dijî avahiyên rêjîmê yên Emin Siyasî û Emin Eskerî li Efrînê hatibûn girtin. + +Dêrsîm (Rûdaw) – Komek jîngehparêz ji bo parastina xweza û jîngeha Dêrsîmê û giyanewerên li nav vê xwezayê dijîn, li navenda bajêr xwepêşandanekê li dar xist. +Çalakiyên nîvtazî ku zêdetir ji aliyê ‘Femen’ ên Ûkraynayê ve pêk tên; çalakiyeke nêzî van çalakiyan ji bo parastina xwazayê û ajelên kuvî li Dêrsîmê li dar ket. Di nava çalakgeran peyayek ku ji navê berjortir rût bû, ji bo bibîrxistina kuştina ajelên kuvî laşê xwe bi rengê sor boyaxkirî tevlî çalakiyê bû. + +Xwepêşandana ku di bin serperiştiya Berevanên Xwezaya Dêrsîmê de pêk hat, li Kolana Hunerê dest pê kir. Xwepêşanderan li Kolana Behîce Boranê bi çalakiya rûniştinê, qasî çend xulekan, rêya hatinçûnê birîn. + +Çalakger heta li ber otêla ku nêçîrvan lê dimînin meşiyan. Li vir li ser navê girseyê Haydar Çetînkaya ji çapemeniyê re daxuyand. Çetînkaya, got ku ew li dijî hemû coreyên nêçîrvaniyê ne. + +Çetînkaya, diyar kir ku di warê dewlemendiya nebat, pincar û ajalên kuvî de li seranserê Tirkiyê herêma Dêrsîmê xwediyê yek ji erdnîgarî û jîngeha herî dewlemend e. Di vî warî de Çetînkaya wiha berdewam kir: ";Lê belê ev xwezaya hanê tê tunekirin. Roj bi roj koka ajalên kovî tên qelandin."; +Çetînkaya, got ku karên ku di bin navê nêçîrvaniyê de tên kirin, ne werziş e hovîtî ye. Li hemberî nêçîrvanên ku ji derveyî bajêr tên jî Çetînkaya wiha axivî: ";Ji her kesê ku dixwaze Dêrsîmê bibîne re deriyên me vekirî ne. Her kes dikare were li Dêrsîmê bazirganiyê bike, li vir bijî, li vir bi cih bibe. Lê belê ger hinek kes ji bo jinavbirina erdnîgariya Dêrsîmê, tunekirina kuviyên vê erdnîgariyê û ger ji bo tunekirina nirxên vê erdnîgariyê tên, bila neyên."; +Herwiha Çetînkaya got ku rojane sedan nêçîrvan rêça şopên ajalên kuvî digerînin. Çetînkaya, wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: ";Ev kesana çi dibînin dikujin. Pezkuviyên me yên ku li cem me pîrozwer in, kewên me yên gozel, masiyên me yên zere; hirç, werşeq, rovî û gurên ku goştên wan nayên xwarin jî dikujin. Em hem li dijî nêçîrvaniya xwecih in, hem jî li dijî nêçîrvaniya bipere ne, ku di bin navê werzişê de tê kirin. Divê li Dêrsîmê hemû cûre nêçîrvanî bên qedexekirin."; +Çetînkaya, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li wezareta pêwendîdar kir ku hejmara karmendên ku li 15emîn Gerînendeya Herêmê ya Karûbarên Avî û Daristanan kar dikin, ji bo pêşîgirtina nêçîrvaniyê têrê nake. + +Hewlêr (Rûdaw)-Di şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê ên ser bi PYDê û grûpên opozisyona Sûriyê de li devera Til Hemîs, 10 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. +Çavkaniyeke taybet ji nav PYDê ji Rûdawê re ragihand ku derengî şeva borî, di şerê li derdora Til Hemîsê de, 10 şervanên YPGê li ser destê çekdarên Lîwaya el-Ûqab jiyana xwe ji dest dane. +Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê duh ragihandibû ku roja îna borî 5 şervanên YPGê li gundê el-Huseyniye li rojavayê bajarokê Til Hemîs jiyana xwe ji dest dane. +Ev bêtirî heftiyekî ye ku hêzên YPGê, ser bi PYDê di şer û pevçûnan de ne li her du deverên Til Birak, 45 kîlometroyan li başûr rojavayê Qamişlo û Til Hemîsê, 39 kîlometroyan li başûrê Qamişlo, û li gorî medyaya ser bi PYDê çendîn gund li her du deveran kontrol kirine. +Lê hem medyaya ser bi rejîma Sûriyê ve û hemjî opozisyona Sûriyê tekez dikin ku hêzên rejîma Sûriyê, hêzên berevaniya niştimanî, ku bi şebîheyên rejîmê tên naskirin û hêzên YPGê bi awayekî hev beş şer li dijî hêzên opozisyonê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Îro duşemê saet 10 sibehê bi dema Qamişlo, Encûmena demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê dê li bajarê Amûdê bicive da ku pirojeyên Rêveberiyê gengeşe bikeû bipejirîne. +Tê çaverêkirin ku Encûmen reşnivîsên projeyênher sê komîteyên amadekirina projeya rêveberiya demî, sîstema hilbijartinan û peymana civakî guftûgo bike û bipejirîne. +Roja 31ê çile ya borîEncûmena demî ya danîna yasayan a rêveberiya demî civînek li dar xistibû û li ser daxwazên alî û kesên ku xwestibûntevlî rêveberiyê bibin erê kiribû. +Di heman rojê de, endama desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a ser bi PYDê ve Îlham Ehmed diya kiribû ku ewê rêveberiya demî berî lidarxistina kongreya Cenêv2 di 22yê çileya sala 2014an de rabigihînin. +Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî, ku hevalbendê PYDê di Rêveberiya Demî de ye, Cemal Mela Mehmûd şeva borî ji televizyona Sema, ser bi rejîma Sûriyê got ew hewil didin ku Rêveberiyê berîkongreya Cenêv2 ragihînin. +Cemal Mela Mehmûd, ku hevdem endamê komîteya cîbicîkar a Desteya Hemahengiya Niştimanî ye, ku weke opozisyona hindur a nêzîkî rejîma Sûriyê tê naskirin, jikanala televizyonê, ser bi rejîmê ve, tekez kir ku ev rêveberî tenê demî ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare sibe (07.01.2014) şandeke ji hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bo mebesta temamkirina civînên berê derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê û çend pirsên din. + +Berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Sibe sêşemê şandeke ji hikûmetê serdana Bexdayê dike";. + +Li gor wê çavkaniyê pêşbînî tê kirin ku şanda Herêma Kurdistanê car din bi serokatiya Serokweîzrê Herêm Nêçîrvan Barzanî be û got: ";Di civîna vê carê de em dê biçin nava hûriyê petrol, budce û pereyên Pêşmerge";. + +Di serdana dawî ya şanda Herêma Kurdistanê bo bexdayê ku di 25ê meha borî de hatibû encamdan, her du alî li ser çend xalekê rêkeftin, ji aliyê xwe Bexdayê bo cara yekê piştgiriya şandina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî ragihand. + +Li gor rêkeftina Hewlêr-Bexda pêwîste petrola Herêma Kurdistan di rêya kompaniya SOMO ve bê firotin, pêwîste rêjeya petrola ku tê şandin bi pîvan be û dê ew petrol bi qasê firotina petrolê li cîhanê bê firotin û dahate wê dê biçe gencîneya pêşxistina Iraqê li NewYorkê. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Hemwletiyekî li taxa Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi demenaçê guleyek berda serê xwe û xwe kuşt. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro (06.01.2014) hemwletiyekê temen 39 salî li taxa Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi demenaçê guleyek berda serê xwe û xwe kuşt. + +Peyamnêrê me ragihand jî ku wî hemwlatiyê karê veguhertina dirav dikir. + +Herwiha peyamnêrê rûdawê da zanîn ku niha termê wî hemwelatiyî li nexweşxaneya dad a pizîşkî ye, peyamnêrê me xwes ligel malbata wî hemwelatiyî bi axive le ew ne amade bûn ti daxuyaniyan bidin. + +Hewlêr (Rûdaw) + +Îro sibehê tîma rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdaw li bajarê Amûde li Rojavayê Kurdistanê amadebûn, da civîna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser projeya wê partiyê (Dstûra rêveberiya demkî) a ku dixaze derbixe, bişopandîne. Berî destpêkirina civînê PYDê tîma Rûdaw ji hola civînê derxist. + +Tevî rxneyên me li ser vê gava PYDê, em dilgiranin li ser paşeroja azadiya karê rojnamevanî li Rojavayê Kurdistanê. Pêwîste PYDê û partiyê din ên Rojavayê Kurdistanê wê yekê bizanin ku rêgirtin li karê rojnamevaniyê tenê di sîstemê totalîtarî de heye. Lewma nabe berê xwe bidin vî karî û wî dergehî vekin. + +Em çavlirê ne ku PYD li şûna wê gavê hevkariya tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê bike da wêneyê temam yê Rojavayê Kurdistanê wek xwe bo hemûyan veguheze. + +Rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê + +06.01.2014 + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Emîrê Giştî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) Elî Bapîr li Îranê ye û serdana nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Tehranê kiriye. + +Li gorî malpera fermî ya KÎKê, emîrê giştî yê KÎKê Elî Bapîr bi şandekê ku ji endamê polîtburoya KÎKê Bîlal Silêman û berpirsê nûnertiya KÎKê ya Tehranê Hîwa Mergeyî çûye Îranê. + +Li gorî nûçeyê, Bapîr îro danê sibê çûye serdana Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax. Hat gotin, Bapîr û Debax li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û li ser yekrêzî û aramiya navbera pêkhate û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tekez kirine. + +Emîrê Giştî yê KÎKê destnîşan kir ku divê nûnertiya hikûmetê li Tehranê nûnertiya hemû xelk û welatiyên Herêma Kurdistanê be û xwe ji hizbîtiyê dûr bigire û berjewendiyên giştî dayne pêşiya berjewendiyên hizbî. + +Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Dariştina Destûrê ya rêveberiya demkî ya ku PYD û hinek partiyên nêzîkî wê dixwazin li Rojavayê Kurdistanê ava bikin, reşnivîsa destûrê pesend kir. Tê gotin, di destûrê de Rojava mîna ";3 kantonên girêdayî Sûriya demokratîk"; hatiye pênasekirin û zimanên kurdî, erebî û suryanî wek zimanên fermî hatine qebûlkirin. + +Encumena dariştina destûrê û qanûnan a rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê, îro (06.01.2014) li bajarê Amûdê bo pesenkirina reşnivîsa ";destûr";, destnîşankirina qanûna hilbijartinê û şêwaza rêveberiyê civiya. + +Li gorî nûçeya ANFê, di civînê de ku 52 kes beşdar bibûn û bi awayekî girtî ji çapemeniyê re hat lidarxistin, reşnivîsa destûra rêveberiya demkî hat pesendkirin. + +Li gorî nûçeyê, di destûrê de ku wek ";peymana civakî"; hat binavkirin, li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dê zimanên kurdî, erebî û suryanî mîna zimanên fermî bên bikaranîn her wiha her kes dikare bi zimanê xwe perwerdê bibîne. + +Di destûra rêveberiya demkî de her wiha Sûriyek wek welatekî demokratîk, serbixwe û azad hatye pênasekirin, her wiha Rojav jî wek 3 kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê hatiye nasandin û wek beşek ji xaka Sûriyê hatiye dîtin. + +Qamişlo wek paytext û navenda kantona Cizîrê, Kobanî wek navenda kantona Kobanî û Efrîn jî wek navenda kantona Efrînê hatiye destnîşankirin. + +Hat zanîn, civîn heta niha jî didome… + +Tê zanîn, tîma Tora Medyayî ya Rûdawê bo şopandina civîna rêveberiya demkî çûbû bajaê Amûdê lê rêveberiya PYDê bêyî ku ti sedemekê nîşan bide tîm ji civînê derxistibû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, ji ber mij û bûzgirtina rê zêdetirî 50 otomobîl li hev ketin. Di bûyeran de 8 kes birîndar bûn. + +Îro (06.01.2014) danê sibê, li bajarê Amedê û li ser rêya Siwêregê, bûyerek trafîkê qewimî û zêdetirî 50 otomobîl li hev ketin. + +Hat gotin ku lihevketina otomobîlan ji ber wê bûye ku îro hewaya Amedê mij bû û rê jî bûz girtibû. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de 8 kes birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê niha yê Amedê Osman Baydemîr, di hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyê de wek namzedê BDPê yê şaredariya bajarê Rihayê tevlî hilbijartinan bibe. + +Beriya niha hatibû belavkirin ku Şaredarê Amedê Osman Baydemîr dê bibe namzedê BDPê yê şaredariya Rihayê lê ev nehatibû piştrastkirin. + +Li gorî DÎHAyê, mijara namzediya Baydemîr bo şaredariya Rihayê hatiye misogerkirin û piştrastkirin, çimkî tê pêşbînîkirin ku BDPê di demek nêzîk de vê yekê bi fermî eşkere bike. + +Ji aliyekî din, di meyaya Tirkiyê de hatiye belavkirin ku Baydemîr li ser daxwaza Ocalan û îsrara BDPê ev yek qebûl kiriye. + +Li gorî pîvanên BDPê, Osman Baydemîr nikare bo cara sêyemîn bibe namzedê şaredariya Amedê ji ber ku ev du xul in şaredarê Amedê ye. + +Osman Baydemîr, sala 1971an li bajarê Amedê hatiye dinê. Li zanîngeha Dîcle ya Amedê hiqûq xwandiye. Baydemîr 7 zimanan dizane, zewiciye û du zarokên wî hene. + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 30ê Adara îsal tên lidarxistin. + +Kobanî (Rûdaw/ANHA) - Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Kobanî, bawernameyên zimanê kurdî li 200 şagirtên asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn belav kirin. + +Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Kobanê duh li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido merasîmek lidar xist û bawernameyên zimanê kurdî li 200 şagirtên asta yekemîn, duyemîn sêyemîn belav kirin. + +Merasîm bi beşdariya şagirtan, xizmên wan û gellek rewşenbîr û mamosteyan hat lidarxistin. + +Endamê SZKê Umer Ebas û endamê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Sêfedîn Elî derbarê girîngiya perwerdeya bi zimanî kurdî de axivîn. + +Piştre bawername li şagirtên ku ezmûnên zimanê kurdî bi serkeftî derbas kiribûn hatin belavkirin. + +Merasîm bi şahiya koma Raperîn a Tevgera Jinên Ciwana ên Şoreşger bidawî bû. + +Kelar (Rûdaw) – Di çarçoveya lêpirsîna kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî, dozgerê dosyayê biryara desteserkirina Endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî da, ji ber wê jî Sengawî hat desteserkirin. + +Dozgerê dosyaya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî, ku şeva 5ê Kanûna 2013an li ber deriyê mala xwe li bajarokê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hinek çekdar ve hatibû kuştin, biryara desteserkirina Endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî da. + +Parêzerê dosyaya kuştina Kawe Germiyanî, Kawe Letîf îşev (06.01.2014) li bajarokê Kelarê ragihand, ev biryara dozger ji ber wê ye ku dadgeh bikaribe lêkolîn û lêpirsînên pêwîst bi Sengawî re bike. + +Piştî kuştina Kawe Germiyanî, malbata wî li dijî Sengawî doz vekiribû. + +Tê gotin, beriya ku Kawe Germiyanî bê kuştin, Mehmûd Sengawî ji ber nivîsekê gefên kuştinê l wî xwaribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtbîrya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja 5/1/2014 civiya ji bo ku lîsteya xwe ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê amade bike, lê biryara dawî neda. + +Endamê Polîtbîrya PDKê Kakemîn Necar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku di wê civînê de hemû tiştek nehat yekalîkirin û got ";Biryare em di 2 rojên pêş de car din bicivin û lîsteya dawî amade bikin";. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, Polîtbîrya PDKê endamê serkirdatiya PDKê Piştîwan Sadiq ji bo posta Parêzgarê Hewlêrê pêşnyar kiriye. + +Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî red nekir ku ewê xwe car din ji bo posta Parêzgar kandîd bike û ji Rûdawê re got ";Ez nizanim bê ezê bimînim yan na, ji ber ku ev di destê Polîtbîroya PDKê de ye û ewê biryarê bidin";. + +Lê Kakemîn Necar got ";Hîn biryara dawî li ser wê yekê nehatiye dayîn bê kî dê bibe kandîdê PDKê ji bo posta Parêzgarê Hewlêrê";. Necar diyar kir ku ev pirs dê di civîna bê ya Polîtbîroya PDKê de were yekalîkirin. + +Endamekî ofîsa hilbijartinên PDKê pêşîbînî dike ku di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de, PDKê li Hewlêrê 13 kursiyan ji koma 50 kursiyên encûmena parêzgeha Hewlêrê bi dest bixe. + +Biryare hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30/4/2014 bêne lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî li bajarokê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê di zindanê de bû. Heta niha hêzekî mezin li ber avahiya Rêveberiya Girtin û Veguhestinê ya Germiyanê ye ku Sengawî tê de girtî ye, hatine komkirin. + +Mehmûd Sengawî ku li ser dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî lêkolîn ligel wî tê kirin, şeva borî li Kelarê li ber dadwer amade bû. Piştî wê dadwer biryara binçavkirina Sengawî da û daxwaza wî red kir ku pêşnyar kiribû ew di baregeheke hêzên pêşmerge de bê binçavkirin. + +Mehmûd Sengawî maleke wî li taxa Şehîdan li nav bajarokê Kelarê heye, lê şeva borî venegeriya malê û di zindanê de bû. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew hêza li ber cihê girtina Sengawî kom bûye, otombêlên curên ";land corser"; û pîkab ligel wan in û tê gotin ku meriv û zêrevanên Sengawî ne, lê ti kesî ji malbata Sengawî ev zanyariyî ji Rûdawê re piştrast nekirin. + +Çavlirê ye di çend saetên bê de parêzerê dosyeya Kawe Germiyanî zanyariyên nû derbarê dosyeyê de aşkere bike. + +Şirnex (Rûdaw)- Dozgeriya Leşkerî ya serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de biryar da ku doz bê girtin û neyê şopandinê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, dozgeriya Leşkerî ya serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de got ";Artêşê ti xemsarî nekiriye û dozê digire û biryar dide êdîr ev doz neyê şopandind";. + +Têkildarî biryarê Cîgira Hevseroka Giştî ya BDPê Meral Danış Beştaş got: ";Me biryara bêşopandina biryarê wergirt. Niha biryar di destê me de ye. Ev biryarek nayê qebûlkirin. Hemû sûc hatine parastin. Bi vê biryarê komkujî hatiye pesandin û duyemîn komkujî pêk hatiye";. + +Beştaş axaftina xwe wiha domand: ";Ev biryar di hiqûq û wîcdanê de cih nagire. Di biryarê de tê gotin ku darazê peyvira xwe pêk anîye. Lê ev nayê qebûlkirin. Em dê serî li CMUKê û Dadgeha Destûrî bidin û piştre jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin";. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro saet 10:30 sibehê bi dema Hewlêrê, kemyoneke bombekirî li ber navenda polîsê Qoriye li bajarê Kerkûkê teqiya û hejmarek kes bûne qurbanî. + +Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 7 kes hatine kuştin û 52 kes jî birîndar bûne, di nav de 16 zarok hene. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku Rêveberiya Nasname û Karûbarên Şaristanî ji tirsa teqînê hat girtin. + +Navenda polîsê Qoriye li taxa Qoriye dikeve û piraniya xelkê wê Tirkman in. + +Di nava qurbaniyên wê teqînê de hejmarek xwendekarên dibistanê hene. + +Amûdê (Rûdaw)- Encûmena demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya PYDê û hevalbendên wê duh civîna pejirandina proje yasayên rêveberiyê bi dawî anî. + +Li gorî zanyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmenê li ser her sê projeyên ";rengê Rêveberiyê, hevpeymana civakî û yasaya hilbijartinê"; erê kir. + +Rêveberiya ku di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê de hatiy ragihandin, hêzên Yekîneyên Parastina Gel 9YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, weke ";hêzên bergiriya rêveberiya demî"; pejirandiye. + +Li gorî biryara civînê ku li bajarê Amûdê hat lidarxistin, deriyê li ber sazî û patiyên ku bixwazin tevlî rêveberiyê bibin dê heta 14ê vê mehê vekirî be. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku ti nasnameya Kurd ji bo herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê nehatiye dayîn û ew wek kantoneke firenetew û ol û mezheb hatiye danasîn. Herwiha her sê zimanên kurdî, erebî û siryanî wek zimanên fermî li Cezîre hatine pejirandin. + +Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û saziyên bi ser ve ligel hevalbendên wê ji partiyên Kurd, hin aliyên Ereb û Siryan bi awayekî yekalî û bêyî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rêveberiya demî ragihandin. + +Berpirsên PYDê teked dikin ku ew dixwazin berî lidarxitina kongreya Cenêv2 di 22ê vê mehê de, rêveberiya xwe ya demî ava bikin. + +Efrîn (Rûdaw)- Di despêka şerê di navbera Dewleta Îslamî li Iraq Şamê (DAÎŞ) û Artêşa Azad de, nexweşxaneya Avrîn ya ku wek nexweşxzaneya PYDê tê naskirin, pêşwaziya birîndarên Artêşa Azad kir. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku roja yekşemê Artêşa Azad birîndarekî xwe bi tirimbêleke Artêşa Azad derbasî Efrînê kir û ew li nexweşxaneya Avrînê derman kir. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, çekdarên DAÎŞê ji ser xala kontrolê ya pira navçeya Ezazê reviyane û kes ji wan li wê derê nemane. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku Artêşa Azad emîrekî DAÎŞê li devera Til Rifeet kuştin, herwiha li parêzgeha Idlibê jî şer û pevçûn di navbera DAÎŞ û Artêşa Azad de berdewam in. + +Roja yekşemê 14 şervanên Lîwaya el-Tewhîd a girêdayî Eniya Îslamî di şerî de li bajarê Helebê de hatin kuştin. + +Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê got ku di berdana girtiyên siyasî, asayişa PYDê endamên Artêşa Azad jî serbest berdan. + +Roja yekşemê asayişa PYDê 28 girtî ji zindanên xwe berdan û di nav wan de endamekî Polîtbîroya Partiya Azadî û 2 endamên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) hebûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di nava girtiyên hatine berdane de, xortekî ji Efrînê yê ku endamê Artêşa Azad bû jî hebû ku berî 6 mehan li Efrînê hatibû girtin. + +Bi despêka şerê di navbera Artêşa Azad û DAÎŞê de, çûn û hatina di navbera Efrîn û Ezazê de xurtir bû û gelek xwarin û xazê derbasî Efrînê bûn. + +Ev çend mehin herêma Efrînê di bin dorpêça çekdarên DAÎŞê de ye û nedihêştin ku tiştek derbasî Efrînê nebe. + +Behzad Mîran +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya rêveber a deriyê Sêmalka Adil Sêvo diyar kir ku deriyê Sêmalka êdî dê her rojekê ji bo xelkê navçeyeke Rojavayê Kurdistanê vekirî be ji bo ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Adil Sêvo ji Tora Medyayî ya Rûdawyê re ragihand ";Îro nêzîkî 3 hezar kes li ber deriyê Sêmalka kom bûne û dixwazin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin";. + +Sêvo ku yek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye di komîteya rêveber de diyar kir ku ji ber zehemetiya rêkxistina derbaskirina wan kesan, rêveberiya deriyê Sêmalka biryar da ku ji xelkê her navçeyeke Rojavayê Kurdistanê re rojek bê diyarkirin. + +Sêvo aşkere kir ku rojln sêşem, çarşem û pêncşemê ji bo xelkê Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Kobanî û Efrînê be. Herwiha rojên şemî, yekşem û duşemê ji bo xelkê Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Qamişlo be. + +Adil Sêvo herwiha got ku îro guvaş û zexteke zêde li ser deriyê Sêmalka heye, lê tevî vê yekê derbasbûna xelkê di rêya derî re bo Başûrê Kurdistanê nesekiniye. + +Deriyê Sêmalka di meha sibatê ya sala 2013an de hat vekirin û li aliyê Rojavayê Kurdistanê ji bal komîteyên hevbeş yên ENKSê û EGRKê dihat birêvebirinm. + +Lê belê di 26ê cotmehê de bi biryareke tek alî ya PYDê hatibû girtin. + +Roja 24/12/2013 ENKSê û PYDê li ser çend xalan li hev kirin ku yek ji wan vekirina deriyê Sêmalka li ber alîkariyên mirovî, nexweş û şandên syasî û biryar bû piştî wê lihevkirinê bi 48 saetan deriyê ku di 26ê cotmehê de ji aliyê PYDê hatiye girtin, bê vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) - Şaxa ÎHD ya Mêrdînê, diyar kir ku di bexçe û avahiya Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê de ku di salên 1990'an de wek navenda JÎTEM'ê dihat zanîn, di dema çêkirina avahiyekê de hestiyên mirovan hatin dîtin. + +Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) Şaxa Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku li bexçe û avahiya Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê de ku di salên 1990'an de wek cihekî "kesên di bin çavan de tên wendakirin" dihat zanîn, roja 1ê Çile û di dema çêkirina avahiyekê de kilox û hestiyên mirovan hatine dîtin. + +'Hestiyan gumanên me rast derxistin' + +Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dest daniye ser hestiyan û lêpirsîn daye destpêkirin û wiha hat gotin:"Wek ÎHD'ê Şaxa Mêrdînê me daxwaz kir da ku têkildarî hestiyên hatine dîtin, mînakên xwîna kesên ku xizmên wan hatine wendakirin, bên girtin. Dîsa em ê daxwaza kûrkirina lêpirsînê bikin. Hestiyên hatine dîtin texmîn û gumanên me rast derdixe. Temenê hestiyan û aîdî kîjan salan e wê bi awayekî bi detay ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve bên diyarkirin. Piştî rapor hat û şûnde em ê der barê mijarê de bi berfirehî daxuyaniyan bidin." + +Tê zanîn, di salên 1990î de li gellek deverên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kurdên sivîl ji aliyê rêxistina bi navê JÎTEMê ku rêxistina sîxorî ya hêzên cenderme ya artêşa Tirkiyê tê zanîn, hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, 6 xortan keçeke 16 salî revandin û dest dirêjî lê kirin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ev bûyera han şopanda û wiha ragihand: ";Duh (06.01.2014) demjimêr 7ê êvarî keça bi navê (S.H) temenê wê 16 salî ye ku bi xwe xelka Rojavayê Kurdistanê û niha li Hewlêrê dijî, dema ji karê xwe vedigeriyaa male, otombêleke spî ji corê Honda li ber wê rawestiya û 2 xort jê daketin û ew bizorê xistin otombêlê";. + +(S.H) ku niha di rewşeke derûnî ya xirab de djijî,ji Peyamnêrê Rûdawê re hûriyên vê bûyerê wiha got: ";Destpêka ku ez xistim nava otombêlê dev û çavên min bi paçekê girêdan"; + +Herwiha peymanêrê me ragihand ku wê keçê da zanîn ku wan xortan ew birin derveyî Hewlêrê û li wir her sêyan dest dirêjî lê kirin. + +(S.H) her wiha got ku ";Piştire sê xortên din jî hatin û tevlî wan her sê kesên din bûn û wan jî dest dirêjî li min kirin";. + +(S.H) ji peyamnêrê Rûdawê re eşkere kir ku piştî wan xortan destirêjî lê kirin ew bi cî de hîştin û reviyan, piştire malbateke nêzîk ji cihê bûyerê bi hawara wê ve çûn û ew anîn û radestî Asayişa Hewlêrê kirin. + +Ji aliyê xwe Asayişa Helwêrê bi cidî li ser vê meselê sekinîn û dest bi lêkolênên xwe kirin û di demeke nêzîk de wê encamên wan îlan bikin. + +Raporeke berfireh li ser vê mijarê dê sibê (08.01.2014) ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were belavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Aliyên kurd li bexdayê biryar dan ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parlamenotya Iraqê bibin. + +Berpirsê liqa Bexdayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mihemed Emîn Delo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ";Aliyên Kurd li Bexdayê dê bi yek lîsteya bi navê Hevpeymaniya YekgiRtî ya Kurd beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin";, ku biryare di 30 Nîsanê de birêve biçin. + +Mihemed Emîn Delo da zanîn ku ev lîste ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), PDKê, Yekgirtûya Îsalmî ya Kurdistanê, Tevgera Îslamî, kesayetiyên kurdên Feylî pêk tê. + +Herwiha navhatî eşkere kir ku Tevgera Gorran li Bexdayê beşdarî hilbijartinan nabe. + +Derbarê serokê lîsteyê jî berpirsê liqa Bexdayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku berpisrê melbenda YNKê li Bexdayê Firyad Rewandizî serokê lîsteyê ye. + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li bajarê Nisêbînê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ji 5 zarokên hatin binçavkirin, 3 zarok hatin girtin. + +Li got nûçeya DÎHAyê, li bajarokê Nisêbînê polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 zarok binçav kiribûn. + +Dozgeriyê bi tometa tevlî çalakiyên li dijî avakirina dîwarê ku di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin bûne ferman da û bi fermana dozger 5 zarok hatin binçavkirin. + +2 zarok piştî lêpirsîna polîsan li Dozgeriya Komarê serbest hatin berdan û 3 zarokên din jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê hatin kirin. + +Dadgeha Nobedar a Zarokan, piştî li îfadeya zarokan guhdar kir, bi îdîaya ";endamê rêxistinê ye"; derbarê 3 zarokan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê navê serokê lîsteyên xwe ji bo hilbijartinan Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê ragihandin. + +Malpera fermî ya Yekgirtûya Îslamî navên serokê lîsteyên Yekgirtû belav kiriye ku ew jî: + +Mehdî Mehmûd, serokê lîsteya Yekgirtû li Silêmaniyê + +Elî Girdesorî, serokê lîsteya Yekgirtû li Hewlêrê + +Sebah Bapîr, serokê lîsteya Yekgirtû li Dihokê + +Biryar e hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 30ê nîsana 2014an bêne lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di bûyereke dûrî mirovatiyê de li bajarê Hewlêrê, 6 xortan keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê revandin û destdirêjiya seksî ligel wê kirine. Polîsê Hewlêrê jî lêkolînê derbarê bûyerê de berdewam dike. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ev bûyera han şopand û wiha ragihand ku roja duşemê (06.01.2014) saet 7ê êvarî keça bi navê (S.H) temenê wê 16 salî ye ku bi xwe xelka Rojavayê Kurdistanê û niha li Hewlêrê dijî, dema ji karê xwe vedigeriya malê, otombêleke spî ji corê Honda li ber wê rawestiya û 2 xort jê daketin û ew bizorê xistin otombêlê. + +Keça 16 salî ji ber rewşa aborî ya xirab û koçberiyê bi neçarî li yek ji sopermarkêtên Hewlêrê kar dike. + +(S.H) ku niha di rewşeke derûnî ya xirab de dijî, ji Peyamnêrê Rûdawê re hûriyên vê bûyerê wiha got: ";Destpêka ku ez xistim nava otombêlê dev û çavên min bi paçekê girêdan";. + +Herwiha peymanêrê me ragihand ku wê keçê da zanîn ku wan xortan ew birin derveyî Hewlêrê û li wir her sêyan dest dirêjî lê kirin. + +(S.H) herwiha got ku ";Piştire 4 xortên din jî hatin û tevlî wan her 3 kesên din bûn û 3 ji wan jî destdirêjî li min kirin";. + +(S.H) ji peyamnêrê Rûdawê re eşkere kir ku piştî wan xortan destirêjî lê kirin ew bi cî de hîştin û reviyan, piştire malbateke nêzîk ji cihê bûyerê bi hawara wê ve çûn û ew anîn û radestî Asayişa Hewlêrê kirin. + +Polîsê Hewlêrê ev bûyer piştrast kir û ji Rûdawê re ragihand ";Lêkolîn di dosyeyê de berdewame û me pêşveçûnên baş bi dest xisine û dema lêkolîn bi dawî were emê encaman rabigihînin";. + +Li hember vê yekê 13 rêxistinên civaka sivîl tevî ku ew karê hovane şermezar kirine, daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin ku di zûtirîn dem de tawanbaran bibînin û wan radestî yasayê bikin. + +Raporeke berfireh li ser vê mijarê dê îşev (08.01.2014) saet 7ê êvarî bi dema Hewlêrê ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were weşandin û tê de keça 16 salî (S.H) li ser zimanê xwe behsa bûyerê dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberên PKKê û gelek rewşenbîrên ser bi wan ve dibêjin ku kuştin rayedara PKKê Sakîne Cansiz û nûnera KNKê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di roja 9ê çileya 2013an de li paytexta Fransa Parîsê ";komployeke"; li dijî pêvajoya aştiyê ya ku di navbera serokê PKKê Abdullah Ocalan û hikûmeta AKPê li Îmraliyê birêve diçû de bû. + +Ew Herwiha dibêjin ku ";ji ber ku Sakîne Cansiz yek ji 16 kesên ku PKKê damezrandine û keseke ku nêzîkî Ocalan bû hatiye kuştin û armanc jê ewe daku kelecanê bigire endamên PKKê û dest bi tolhildanên çekdarî bikin û ew pêvajoya aşitî jî, berî ku ji dayik bibe bê fetisandin";. + +Li gor lêkolînên polîsên Parîsê ";kujer di demjmêr 6ê êvarê de 4 gulle li serê yek ji wana xistine û her du yên din jî 3 gulle lê xitine";. Hin cîranê wê avahiyê ku bûyer tê de qewimiye diyarkirine ku wan di wê rojê de ndengê gulleyan bihîstine"; û hat zanîn ku polîsan îfadeya kesek ji wana girtiye. Her çend gumanbarek bi navê Omer Guney hatiye binçavkirin, lê heta niha ti encam ji lêkolîn û lêpirsînê derneketiye. + +Serokê PKKê Abdullah Ocalan ";dewleta parelel gunehbar kir";. Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî ragihand ku ";di komkujiya Parîs ya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê de, şopa cemaata Fethullah Gulen dixuye";. Herwiha hevseroka KCKê Besê Hozat da xuyakirin ku ";dewleta paralel a li Tirkiyê bi taybetî jî Fethullah Gulen di nava wê komployê de ye û cemaata Fethullah Gulen weke navenda nû ya Gladyoya NATOyê ye û terorkirina wan hevalên ne tenê komployeke li dijî pêvajoyê ye, lê belê wek derbeyeke li dijî xebatên jina Kurd e";. + +Hozat herwiha got ";Di ronîkirina wê cînayetê û bicihanîna edaletê de hikûmeta Partiya Sosyalîsta Fransayê yekser berpirsyar e";. + +Malbatên hersê qurbaniyên wê komkujiyê jî ji raya giştî re diyar kirin ku ";heta ku ev komkujî neyê zelalkirin hemû nîşanên pirsê neyên çareserkirin ewê serî li hemû dadgeh û rêxistinên mafên mirovan bidin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor raporteke ajansa Reutersê, petrola Herêma Kurdistanê ya ku di rêya boriya petrolê re digihe Tirkiyê dê di dawiya vê mehê de bê firotin. + +Di raportê de hatiye gotin ku wek cara yekê, 2 milyon bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê ya ku niha li benderên Tirkiyê ye dê di rêya tenderan re bê firotin. + +Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kudistanê daxwaz ji mezadkaran kiriye ku beşdariya tendera vê mehê bikin. + +Ajansa Reutersê ji çavkaniyên Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê veguhastiye ku di her du mehên bê de ewê 4 milyon heta 6 milyon bermîl petrol bişînin derve. + +Çavlirê ye asta şandina petrola Herêma Kurdistanê di dawiya vê salê de bilind bibe û her meh bigihe 10 heta 12 milyon bermîl petrol. + +Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê li hev nekirine, lê gotûbêjên di navbera wan de berdewam in. + +Roja 13/12/2013 wek cara yekê, petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê re gihişte benderên wî welatî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ew kesên ku li bajarê Hewlêrê destdirêjiya seksî kirine ser keça Kurd a 16 salî, ji aliyê hêzên polîsê Hewlêrê ve hatin girtin û biryar e wêneyên wan bêne belavkirin. + +Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Piştî ku me zanyariyên wergirtin, hêzên me karîn hemû wan tawanbaran bigirin ku destdirêjiya seksî kirine ser keçekê li bajarê Hewlêrê";. + +Telhet herwiha got ";Di zûtirîn dem de emê wêneya wan tawanbaran bidin medyayê û piştî lêkolîn biqedin emê zanyariyên zêdetir belav bikin";. +Ji aliyê xwe ve Berdevkê Polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ji Rûdawê re ragihand ku 6 kes hatine girtin û li tawana xwe mukir hatine. + +Derbarê nasnameya wan kesên ku destdirêjî kirine ser wê keça Kurd de, Ebdilkerîm got ";Dema lêkolîn biqedin emê hemû zanyariyan bela bikin";. + +Roja 6/1/2014, keçeke 16 salî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di soperamrkêteke bajarê Hewlêrê de kar dikir, ji aliyê 7 kesan ve hat revandin û piştre 6 kesan ji wan destdirêjiya seksî kirine ser. + +Keça 16 salî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got ";Ez dixwazim bi destê xwe wan bikujim, nabe werin derve, yan wan îdam bikin yan jî wan hetahetayê bigirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro bi sedan kes li ber avahiya Parlamentoya Kurdistanê xwepêşandanek li dijî destdirêjiya ku li ser keça Kurd a 16 salî hatiye kirin, li dar xistin. + +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê xwepêşandanê ragihand ku nêzîkî 400 kes li ber avahiya parlamentoyê li bajarê Hewlêrê kom bûne û daxwaza cezakirina kesên ku ew tawan kirine. + +Xwepêşanderan daxwaz kirin ku encamderên wê tawanê bêne dadgehkirin û rê li ber dubarenebûna bûyerên wiha bê girtin. + +Hejmarek parlamenterên Kurdistanê hatin pêşwaziya xwepêşanderan û piştgiriya daxwazên wan kirin. + +Roja 6/1/2014, keçeke 16 salî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di soperamrkêteke bajarê Hewlêrê de kar dikir, ji aliyê 7 kesan ve hat revandin û piştre 6 kesan ji wan destdirêjiya seksî kirine ser. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet aşkere kir ku li gor raporta bijîşkî, ew keça 16 salî ya ku ji aliyê 6 kesan ve rastî destdirêjiya seksî hatiye, ";hîn keç e û keçîniya xwe ji dest nedaye";. + +Ebdilxaliq Telhet di daxuyaniyekê de got ";Li gor raporta bijîşkî, ew keça roja 6ê vê mehê ji aliyê 6 kesan ve hatibû revandin û rastî destdirêjiya seksî hatibû, perdeya xwe ya keçîniyê ji dest nedaye";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her şeş kesên destdirêjiya seksî kirine ser keça Kurd xelkê taxa Mamzawe ya bajarê Hewlêrê ne. + +Roja 6/1/2014 li bajarê Hewlêrê, 7 xortan keçeke 16 salî ya Kurd revandin û 6 ji wan destirêjiya seksî kirine ser wê keçê. + +Piştre keça Kurd ku koçbereke Rojavayê Kurdistanê ye, xwe gihande asayişê û dozek li ser wan vekir. + +Îro Rêveberê Polîsê Hewlêrê girtina 6 kesên ku ew tawan kirine ragihand û got ku ewê piştî lêkolînan wêneyên wan bidin medyayê. + +Stenbol (Rûdaw)- Piştî dozgeriya leşkerî derbarê doza komkujiya Roboskê de biryara neşopandinê da, BDPê niha hewl dide dozê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. + +Li gorî nûçeya DÎHAyê, Cîgira Hevserokên BDPê Meral Daniş Beştaş biryara ne şopandina doza Roboskê rexne kir û diyar kir ku ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. + +Berî 3 rojan Dozgeriya Leşkerî ya Tirkiyê derbarê doza Roboskê de biryara ne şopandinê da. + +BDPê ku ji destpêka bûyerê de heta niha dozê dişopînin, amadekariya dike ku dozê bibin qada Ewropayê. + +BDPê berê serî li Dadgeha Navdewletî ya Tawanan dabû, lê ji ber doz li hundir xelas nebûye serlêdana BDPê hatibû redkirin. + +Tekildarî mijare Cîgira Hevserokên Giştî ya BDPê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ji bo komkujî ronî bibe û hesab bê pirsîn dê ewil serî li hemû rêyên hiqûqî yên hundirîn bide û piştî rêbazên hiqûqa Tirkiyê nemîne dê dozê bibin qada navteweyî. + +Beştaş da zanîn ku ew dê ewil biryara ne şopandinê îtîraz bikin û eger ku îtîraza wan bê redkirin vê carê dê serî li Dadgeha Destûrî bidin û wiha got ";Ger ku encam ji vir jî dernekeve vê carê em dê dozê bibin qada navteweyî. Em dê dozê bibin Dadgeha Navdewletî ya Tawanan";. +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Polîsê Hewlêrê wêneyên her şeş kesên ku destdirêjiya seksî kirine ser keçeke Kurd a 16 salî li bajarê Hewlêrê, belav kirine. + +Çavkaniyekê ji Asayişa Hewlêrê, ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku tometbarê bi navê ";H.H.M"; 2 jinên wî hene û destdirêjî kiriye ser keça 16 salî. + +Her li gor heman çavkaniyê, 3 ji wan kesên ku destdirêjî kirine ser keça Kurd a 16 salî bira ne. + +Roja 6/1/2014 li bajarê Hewlêrê, 7 xortan keçeke 16 salî ya Kurd revandin û 6 ji wan destirêjiya seksî kirine ser wê keçê. + +Piştre keça Kurd ku koçbereke Rojavayê Kurdistanê ye, xwe gihande asayişê û dozek li ser wan vekir. + +Îro Rêveberê Polîsê Hewlêrê girtina 6 kesên ku ew tawan kirine ragihand û got ku ewê piştî lêkolînan wêneyên wan bidin medyayê. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê hêzên polîs û asayişa Hewlêrê karîn piştî 48 saetan ji derbasbûna bûyerê, tometbarên ku destdirêjî kirine ser keça Kurd a 16 salî bigirin. Hejmara tometbaran 6 kes e û xelkê bajarê Hewlêrê ne û polîs wêneyên wan belav kirin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji polîsê Hewlêrê hatine wergirtin, çîroka revandin û rola tometbaran wiha bû: + +Êvara roja 6/1/2014 her yek ji tometbaran (H, S û Q) ku serxweş bûn, diçine yek ji markêtên bajarê Hewlêrê ji bo ku xwarinê bikirin. Tometbar (S) diçe nav markêtê û dema pere dide jimêryara markêtê, dibîne jimêryar keçeke 16 salî ye û bi telefonê bi zimanê erebî diaxife. Piştre (S) ji markêtê derdikeve û diçe cem her du tometbar (H û Q) û ji wan re dibêje keçeke Ereb di nav markêtê de ye. Tometbar li nêzîkî markêtê di nav otombêlekê de ku curê wê Hyundai Accent hejmar 199777 Iraq/Hewlêr e, çavdêriya wê keçê dikin heta ku ji markêtê derdikeve. + +(S) telefona her sê kesên din dike + +Dema keç ji markêtê derdikeve, tometbar (S) ji otombêlê dadikeve û keçê ji pora wê ve dikişîne û wê bi zorê dixe nav otombêlê, (Q) şofêrê otombêlê ye. Her sê tometbar keçê direvînin û dibine ser rêya Mexmûrê. + +Piştre li çolê û li nêzîk hawzekî xwedîkirina masiyan her yek ji tometbar (H, S û Q) keçê ji otombêlê dadixînin û her sê destdirêjiya seksî ji pişt ve dikine ser. + +Pey re tometbarê serekî yê bûyerê (S), telefona her sê kesên din dike û ew jî tên bi heman awayî destdirêjiya seksî ji pişt ve dikine ser keça 16 salî û piştre keçê li ser cadeyekê davêjin. + +Piştî ku hêzên asayişa Hewlêrê ji bûyerê tên agehdarkirin, lêkolîn li awayê rûdana bûyerê tê kirin û sûd ji komkirina zanyariyan û belgeyên hûr û kamîraya çavdêriyê digirin û di rêya wan re tometbaran nas dikin û bi hevkariya navbera asayiş û polîsê Hewlêrê tên girtin. + +Tometbar ji cihê mayîna xwe direvin û ber bi sînorê gundê Pîrdawd ê ser bi nahiyeya Şemamik li parêzgeha Hewlêrê ve diçin. + +Îro serê sibehê dora saet 2.35 bi dema Hewlêrê, li gundê Pîrdawd her yek ji tometbaran (S, H, Q û T) ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin û pey re otombêla wan a ku tawan pê kirine hat desteserkirin. + +Piştî ku her çar tometbar li tawana xwe mukir hatin, îro serê sibehê saet 5.10, her du tometbarên din (G û M) di embarekê de li ser rêya serekî ya Mexmûrê hatin girtin û ew jî li tawana xwe mukir hatin. + +Tometbar (H) 2 jinên wî hene + +Tometbar piştî ku hatin girtin, hêzên asayişê ew radestê polîs dikin û li gor madeya 423 ya yasaya cezayan a Iraqê ji aliyê dadgeha lêkolînan a Hewlêrê ve lêkolîn ligel wan hat kirin. + +3 ji tometbarên ku destdirêjî kirine ser keça Kurd a 16 salî bira ne û tometbar (H) 2 jinên wî hene. + +Keça 16 salî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got ";Ez dixwazim bi destê xwe wan bikujim, nabe werin derve, yan wan îdam bikin yan jî wan hetahetayê bigirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi boneya mewlûda pêxember Muhemmed, roja duşemê li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye. + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tevî ku ";pîrozbahî li hemû misilmanan kir bi boneya jidayikbûna fexrê kaynatan pêxemberê me yê mezin Muhemmed"; ragihand ku roja duşemê 13/1/2014 li hemû saziyên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye. + +Dizeyî herwiha hêvî xwest ku ev helket ";bibe xêr û bereket û xweşî ji bo gelê me û tevahiya mirovatiyê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê bi awayekî fermî lîsteya kandîdên xwe ji bo Encûmena Parêzgeha Hewlêrê pêşkêşî komisyona hilbijartinan bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, lîsteya PDKê dê bê serok be û nav li gor alfebêyê hatine rêzkirin. + +Di wê lîsteyê de navên 3 kesên diyar ên PDKê hene ku ew jî Parêzgarê niha yê Hewlêrê Newzad Hadî, endamê Encûmena Serkirdatiya parêzgeha Hewlêrê ya PDKê Piştîwan Sadiq û wezîrê berê yê xwendina bilind ê Herêma Kurdistanê Idrîs Hadî ne. + +Biryar bû îro roja dawî be ji bo radestkirina navê kandîdên partiyên siyasî yên ku dixwazin beşdariya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bikin, lê îro komisyonê dema radestkirinê heta roja yekşemê 12/1/2014 dirêj kir. + +Biryar e roja 30/4/2014 hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bêne kirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) – Bi boneya salvegera kuştina her sê jinên endamên PKKê, bi beşdariya Hevseroka BDPê Gultan Kişanak xwepêşandan û çalakiya bîranînê li navenda Dêrsîmê hat lidarxistin. Kişanakê got: ";Li pişt komkujiya Parîsê, saloxgeriya Emniyeta Tirkiyê û çeteyên wê yên li derveyî welat hene. MÎT jî vê yekê pir baş dizane. Dosyeyên komkujiyê jî çûne ber destê Serokwezîr Erdogan."; +Bi serperiştiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), Komeleya Çandî, Hevkarî û Alîkariyê ya Malbatên Wendakiriyan a Mezopotamyayê (MEYA-DER), duh (08.01.2014) danê nîvroyê, ji bo salvegera kuştina her sê jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji Kolana Hunerê heta Meydana Seyîd Riza xwepêşandaneke girseyî hat sazkirin. + +Di xwepêşandanê de digel Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, rêveberên BDPê yên Dêrsîm û Amedê û nûnerên tevgerên civakî bi hezaran kes amade bûn. +Di axaftinên Meydana Seyîd Riza de Hevseroka BDPa Dêrsîmê Leyla Akyildiz got ku ew kujeran jî komkujiyan jî baş nas dikin. Akyildizê kuştinên Parîsê mîna ‘qirkirineke bi pîlan’ bi nav kir, derbirî ku ew wekî jinên Kurdên Elewî dixwazin di welatê xwe de azad, bi ziman û nasnameyê xwe bijîn. +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn jî di axaftina xwe de got ku îro her derê Dêrsîmê bû Sakîne, bû Leyla bû Fîdan. Şahîn got, ";Sakîne û hevalên wê li nav Parîsê hat qetilkirin, lê ew îro li vir hesab dipirsin."; + +Şahînê diyar kir ku ew van komkujiyan pir baş nas dikin û wiha pê de çû: ";Em van komkujiyan ji Komkujiya Dêrsîmê ya 1938an ji Roboskiyê û ji çendîn komkujiyê din dizanin. Lê belê em baş dizanin ku ger hesabên van komkujiyan neyên pirsîn, hingê dê dîrok dubare bibe. + +Bav, dayîk, bapîr û dapîrên me yên ku ji Komkujiya Dêrsîmê rizgar bûn, ji me re digotin, ‘Di komkujiyê de dema em di hundirê çar çiyan de dihatin kuştin; em pir li dûrê her kesî bûn ne kesî dît, ne bihîst. Lê belê ev bîreke dîrokî ya xelet e; ji ber ku me dît ku li ‘navenda şaristaniyê’ li Parîsa Ewrûpayê jî komkujî pêk tên. Dema ji mirovan dûr be, komkujî pêk nayên; dema mirov ji mirovahiyê dûr bin komkujî pêk tên."; + +Şaredara Dêrsîmê destnîşan kir ku ew kujer û kiryaran dizanin û wiha berdewam kir: ";Heta ku em kujeran û yên pişt kujeran dernexin holê, em ê her li ser piyan bin."; +Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî di destpêka axaftina xwe de got ku îro roja reşgirêdanê ye û wiha pê de çû: ";Di rûyê me hemûyan de keser û di dilê me de jan heye. Me îro roja reşgirêdanê ye, şîn û şîwena me heye. Di kesayetiya hevrê Sakîne de em şîna şehîdên Dêrsîm û Kurdistanê dikin. Sakîne, Fîdan, Leyla; çalakî, berxwedêrî û serhildêrî bû. "; +Kişanakê derbirî ku kiryaran bi vê komkujiyê xwestine ku derbeyeke mezin li tevgera Kurdî, li jinan, li Dêrsîmê û li berxwedêr û şoreşgeran bixin. + +Hevseroka BDPê diyar kir ku bi ser vê komkujiyê ne salekê hezar sal jî derbas bibe dê hergîz van nirxên xwe ji bîr nekin. Kişanakê got ku ji bo nehêştina encamên xirab ên vê komkujiyê, ew ê jiyana Sakîne Cansizê ji xwe re mînak bigirin û di vê çarçoveyê de bi dirêjahî qala jiyan û serboriya Sakîne Cansizê kir. +Kişanakê diyar kir ku dê wekî bersiv tevgera jinê mezintir bikin û bi vê armancê jî kampanyaya bi navê ‘Bi Jina Azad re ber bi Netewa Demokratîk’ dane destpêkirin. +Hevseroka BDPê Gultan Kişanakê destnîşan kir ku pîlandaner, fermander û kujer ango tetikkêşê vê komkujiyê eşkera bûye. Kişanakê got ku komkujî li Parîsê qewimî, lê pîlan û fermana komkujiyê li paytexta Tirkiye Enqereyê pêk hat. Di vî warî de Kişanakê wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Fermana kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê ji Enqereyê hat dayîn. Aborî û çûndiniya komkujiyê ji Enqereyê hatiye dabînkirin. Hemû derfetên Rêkeftina Antî-terorê ku di navbera Tirkiye-Frensa-Almanyayê de hatiye çêkirin, ji bo bi bêkêmasî pêkanîna vê komkujiyê hatiye seferberkirin. + +Li pişt van kuştinan, mîsoger hêza dewleta Tirkiyê, rêxistinên dewletê, derfetên dewletê hene. Komkujiyeke bi vî rengî, kesek bi serê xwe nikare pêk bîne."; +Kişanakê derbirî ku hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdan AKPê ji wan re her roj dibêje ‘ew bi dewleta kûr û dewketa binber-parelel re têdikoşin’ û wiha berdewam kir: "; Lê belê ta ku komkujiya Parîsê neyê ronîkirin, ev gotinên AKPê pûç in û ji pêbaweriyê dûr in."; + +Hevseroka BDPê wiha dirêjî da angaştên xwe: ";Li pişt komkujiya Parîsê, saloxgeriya Emniyeta Tirkiyê û çeteyên wê yên li derveyî welat hene. MÎT jî vê yekê pir baş dizane. Dosyeyên komkujiyê jî çûne ber destê Serokwezîr Erdogan. Ger Serokwezîr Erdogan di gotinên xwe yên ‘Em bi dewleta parelel re têdikoşin’ rast û jidil be, bila dosyeya komkujiyê ya li ber destê xwe ji raya giştî re eşkera bike û daraza Fransayê jî ji vê yekê agahdar bike. + +Niha Serokwezîr Erdogan dizane pêwendiyên Omer Guney ên Enqereyê kî bûne û li Enqereyê bi kê re rûniştiye û çawa ev komkujî hatiye sazkirin. Dosyeya komkujiyê çû ber destê Serokwezîr. Divê Serokwezîr van agahiyan eşkera bike."; +Kişanakê got ku dema mijar Kurd hemû alî li hev dikin û wiha pê de çû: ";Komkujiya Parîsê dewleta parelel pêk anî, Saziya Îstîxbarata Tirkiyê MÎT jî serê wê diniximîne. Komkujiya Roboskî di çarçoveya agahdarkirina Serfermandariya Giştî û hikûmetê de pêk hat, vê jî îstîxbara Emniyetê diniximîne. Dema mesele Kurd be, şermên hevdu, tawanên hevdu vedişêrin."; + +Hevseroka BDPê got ku ew ê li hemberî mantalîteya Kurdan wekî ‘dujmin’ dibîne, bibin yek deng. + +Nûnera Meclîsa Jinên Sosyalîst jî got ku ev komkujiya bi pîlangeriyeke navnetewî pêk hatiye. + +Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Fatma Kalsen jî axivî û got: ";Em bi saya Sakîna û hevrêyên wê dikarin xwedî nasnameya xwe derbikevin."; + +Piştî Kalsenê li ser navê jinên Partiya Kedê EMEPê Dûygû Kûrban axivî. Çalakiya bîranînê bi stranan bi dawî bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 2 bankên navendî hene û ragihand, di wê heyamê de ku pere li nav bankên bajarê Silêmaniyê de nemaye destkariya dahatan nehatiye kirin. + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, duh (08.01.2014) beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û derheqê sîstema birêvebirina Herêma Kurdistanê de diyar kir, heta niha jî şûnpêya du-îdarebûnê tê dîtin û wiha got: ";Mixabin heta niha her du bankên navendî nebûne yek û bûdceya ku ji Bexdayê tê li nav wan bankan de tê parastin."; + +Sefîn Dizeyî anî ziman ku ew şîrketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin li gorî rêkeftinên ku bi wan re hatiye îmzekirin, divê hinek proje li wan deverên ku lê kar dikin, cî bi cî bikin û bûdceya wan projane jî ji wan bankan tê terxankirin. + +Dizeyî amaje bi îdia û nûçeyên ku behsa nebûna pere li nav bankên bajarê Silêmaniyê dikin, kir û wiha axivî: ";Xeletiyek heye ku tê gotin li Hewlêrê pere heye û li Silêmaniyê nîne. Niha nêzîkî 75 bank li Herêma Kurdistanê heye ku 17 jê li Silêmaniyê ne û yên din jî li Hewlêr û Dihokê ne. Ji ber ku Hewlêr paytext e her wiha karmendên ku li Hewlêrê ne, zêdetir in û hemû endamên parlamentoyê, endamên kabîneya hikûmetê û pileyên taybet hemû li Hewlêrê ne, lewma pişka pere li bankên Hewlêrê zêdetir e."; + +Li gorî berdevkê hikûmet, gellek caran ev arîşeyên ku tên pêş girêdayî Bexdayê ne nek Hewlêrê. Di mijara derengketina mûçeyê hêzên pêşmerge de ev tê dîtin, ji ber ku çavkaniya dahatê li Herêma Kurdistanê Bexda ye. + +Sefîn Dizeyî behsa kirîza darayî ya salên 1990 li Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: ";Wê çaxê hinek kes bi awayekî xwebexş kar dikirin. Helbet em nabêjin bila niha jî bi awayekî xwebexş kar bikin, niha Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûna aborî ve dimeşe, hinartina petrolê jî yekem gava vê rêyê ye."; + +Dizeyî bersiva parlamenterê YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Îzet Îsmaîl jî da ku gotibû, hikûmet li hember nemana pere li bankên Silêmaniyê berpirs e: ";Helbet tiştekî hêsan e ku mirov topê bavêje meydana aliyê din lê erka hikûmetê ye ku li dû vê mijarê here û berpirstiya xwe bicîh bîne."; + +Dihok (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Dr. Ismet Mihemed Xalid û Endamê Parlamentoya Iraqê Dr. Ferhad Etroşî wek namzedên xwe bo parêzgariya Dihokê yên hilbijartinên encumenên parêzgeahn destnîşan kir. + +PDKê piştî Hewlêrê, namzedên xwe bo parêzgariya Dihokê jî destnîşan kir. + +Berpirsekî PDKê yê liqa yekem a wê partiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku Polîtburoya PDKê ji ew agahdar kirine ku Wezîrê Perwerdê Dr. Ismet Mihemed Xalid û Endamê Parlamentoya Iraqê Dr. Ferhad Etroşî bên haydarkirin da ku formên fermî yên namzediya parêzgariya Dihokê tijî bikin. + +Wî berpirsî da zanîn, mohleta tijîkirina formên namzediyê heta roja yekşemê (12.01.2014) hatiye dirêjkirin û wiha got: ";Ji ber wê jî zehmet e em heta wê demê navên namzedan pêşkêşî komîsyona hilbijartinan bikin."; + +PDKê li Dihokê 50 kes di hilbijartinên encumenên parêzgahn de wek namzedên xwe destnîşan kiriye ku 15 jê jin in, her wiha 22 kes jî bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destnîşan kiriye ku 7 jê jin in. + +Berpirsê Tevgera Gorranê li Dihokê, Casim Koçer jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Gorranê li Dihokê 3 kes bo encumena parêzgehê û 4 jî bo parlamentoya Iraqê destnîşan kiriye. + +Berpirsê ragihandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Dihokê Dr. Dêwalî Hacî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku Yekgirtû 39 kes bo hilbijartinên encumena parêzgeha Dihokê destnîşan kiriye ku 12 jê jin in û serokê lîsteya wê jî Sebah Bapîrî ye ku berpirsê Yekgirtû li Dihokê ye. + +Wî berpirsê Yekgirtû da zanîn, bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî wan 14 kes wek namzed destnîşan kirine ku 4 jê jin in û serokê lîstey wê jî Cemal Koçer e. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama lihevketina 2 otomobîlan de 5 kes mirin û 4 jî birîndar bûn. + +Li gorî ajansa Fars a îranî, îro (09.01.2014) li ser rêya navbera bajarokên Gîlana Rojava û Îslamavaya Rojava 2 otomobîlên ji curên Pêjo û Prayd li hev ketin. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de 5 kes mirin û 4 jî birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran baş nîne. + +Derheqê sedema bûyerê de, berpirsê polîsê trafîkê yê Kirmaşanê Kerîm Kişwerî ragihand, şofêrê otomobîla Pêjo bi lezatiyek zêde çûye û ji rêya xwe derketiye û xwe li otomobîla din daye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi boneya salvegera kuştina rayedara PKKê Sakîne Cansiz û nûnera KNKê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê, duh (08.01.2014) xwepêşandanek ji bo şermezarkirina wê bûyerê li Hewlêrê birêve çû. + +Xwepêşandan ji aliyê rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistan a ser bi PKKê ve li pêş konsulxaneya welatê Fransa li Hewlêrê hatibû lidarxistin. + +Xwepêşanderan yadaştnameyek arasteyî konsulxaneya Fransa kirin, herwiha daxwaz ji rêxistin mafên mirov ên navdewletî û herêmî kirin ku guvaşê bixin ser hikûmeta Fransayê da bi awayekî serbixwe nêzîkî dosyeya kuştina her sê jinan bibe. + +Li gor lêkolînên polîsên Parîsê ";kujer di demjmêr 6ê êvarê de 4 gulle li serê yek ji wana xistine û her du yên din jî 3 gulle lê xitine";. Hin cîranê wê avahiya ku bûyer tê de qewimiye diyar kirine ku wan di wê rojê de dengê gulleyan bihîstine û hat zanîn ku polîsan îfadeya kesek ji wana girtiye. Her çend gumanbarek bi navê Omer Guney hatiye binçavkirin, lê heta niha ti encam ji lêkolîn û lêpirsînê derneketiye. + +Serokê PKKê Abdullah Ocalan ";dewleta parelel"; di vê bûyerê de gunehbar kir. Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî ragihand ku ";di komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê de, şopa cemaeta Fethullah Gulen dixuyê";. Herwiha hevseroka KCKê Besê Hozat da xuyakirin ku ";dewleta paralel a li Tirkiyê bi taybetî jî cemaeta Gulen di nava wê komployê de ye û cemaata Fethullah Gulen weke navenda nû ya Gladyoya NATOyê ye û terorkirina wan hevalan ne tenê komployeke li dijî pêvajoyê ye, lê belê wek derbeyeke li dijî xebatên jina Kurd e jî";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê bûyera destdirêjyê li ser keçeke 16 salî li Hewlêrê şermezar kir û ew kar bi karekî dûr ji rewiştên mirovahî da zanîn. + +Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, Weîzrê ewqaf û karûbarên olî Kamil Hacî Elî, dilgarniya xwe li himber destdirêjiya li ser keçeke Rojavayê Kurdstanê ya temen 16 salî ji aliyê 6 kesên li bajarê Hewlêrê anî ziman. + +Kamil Hacî Elî herwiha ragihand, ";Ligel şermezarkirina vê bûyera qirêj ku dibe sedema hetikandina nav û dengê kurd û civaka kurdewarî, destxoşiyê li hêzên ewlekariyê dikim ku karîn di demeke kurt de her 6 tawanbaran bigrin";, Elî hêvî xwest ku cezayeke dadperwerane di derheqê wan de bê dayîn. + +Roja 6ê Çileya îsal, li bajarê Hewlêrê 6 xortan keçeke Rojavayî temen 16 salî revandin û destdirêjî lê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Odeya BazirganîûPîşesaziyêya Wanê (OBP) li Bakûrê Kurdistanê ji bo ku "Taştêya Wanê"bibe marke serî li Enstituya Marke ya Tirkiyê (EPT) da. + +Di taştêya Wanê de 20 cure xwarinên wekî "Penîrê bi pincar" yê ku tê de 30 cor giyayên bi bihin yênherêmê hene, "mirtoxeya" ku bi qelandina ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "qawûta" ku bi genimê di nav rûnê nivîşk de qelandî tê çêkirin, cî digire. + +OBPyaWanê ji bo ku çanda taştêyê ya ku êdî bi bajarê dîrokî re bûye yek bide tesdîqkirin, dest bi hewlên xwe kir û serî liEnstituya Markey a Tirkiyê (EPT) da. + +SerokêOBPyaWanê Necdet Takva daxuyaniyekê de bo ajansa Anadol diyar kir kuji bo ku taştêya Wanê bê tomarkirin heya niha tu hewl nehatine dayîn û got ku li ser vê yekê me jî mercnameya teknîk a temînatê ya taştêya Wanê amade kir û pêşkêşîEnstituya Marke ya Tirkiyê kir. + +Takva destnîşan kir ku hin bajar bi nirxên xwe navdar dibin lê heta niha tu bajar bidanekî xwarinê navdar nebûye û got kuWanbi danê taştêya xwe navdar e û divê taştêya kudigel Tirkiyeyê li cîhanê jî tê nasîn di bin temînatê de bibe. +Takva da zanîn kir ku heke patentê bigrîn êdî tu kes nikarexurekênku li gor standartan nînin di bin navê "Taştêya Wanê" de pêşkêş bikin û diyar kir ku dêtaştêya Wanê bi şertnameyeke teknîkîbixin bin temînatê. + +Takva got ku marqebûyîn dê rê bide ku li bajêr kalîte û reqabet zêde bibe û bi vîawayî dê nirxa Wanê bikeve ewlehiyê. Takva eşkere kirku dêxebatên xwe yên ji bo nasandinataştêberdewam bikin. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku her kesê bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê derkeve divê destûra wê bistîne. + +Piştî ku deriyê Sêmalka di destpêka vê heftiyê de li ber alîkariyên mirovî û nexweş û haletên mirovî vebû, bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Vekirina deriyê Sêmalka yek ji wan xalan bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di 24ê kanûna 2013an de li bajarê Hewlêrê li ser li hev kiribûn. + +Berî ku derî vebe bi rojekê, her du encûmenên kurdî li bajarê Qamişlo li hev civiyan û li ser vekirina derî tekez kirin, lê EGRKê ya ser bi PYDê ve qebûl nekir asayişa deriyê Sêmalka di destê komîteyên hevbeş yên her du encûmenan de be û got ku divê derî di destê asayişa wê de be. + +Li dawiyê her du aliyan li hev kir ku asayişa Sêmalka di bin serpereştiya komîteya hevbeş de be. + +Lê belê rêveberiya asayişa PYDê ya ku xwe li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi zorê ferz kiriye, daxuyaniyek derxist û tê de ragihand ";Kesên ku dê wekî rêwî ji Rojavayê Kurdistanê derkevin divê destûra asayişê bistîne";. + +Di daxuyaniya asayişa PYDê de ku roja pêncşemê (09.01.2014) hatiye belavkirinm, hatiye gotin ku kesên dixwazin derkevin Başûr an Bakurê Kurdistanê divê karta destûrê ji navendên asayişa PYDê derbixin û destûrê bi dayîna 300 lîreyên sûrî bistînin. + +Rêveberiya asayişa PYDê tekez kir ku ";ti kes nabe bê ku destûra wê bistîne ji Rojavayê Kurdistanê derkeve";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- 4 ton alîkarî ku ji parêzgeha Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, di rêya deriyê Til Koçer ê di bin kontrola Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re derbas bûn. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, duh komîteyên wê yên ser deriyê Til Koçerê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de 4 ton alîkariyên bijîşkî û derman wergirtin. + +Ew elîkarî ji aliyê rêxistinên mirovî, kompaniyên dermanan û xelkê bajarê Silêmaniyê hatine şandin. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku alîkariyên di deriyê Til Koçer re derbas bûne wê ji aliyê Heyva Sor a Kurdî û komîteyên ser bi PYDê ve bêne parvekirin. + +PYDê di 26ê cotmeha 2013an de deriyê Til Koçer ji bin kontrola grûpên radîkal derxist û xiste bin kontrola xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê giştî yê Hêzên Parastina Gel ên PKKê Murat Karayilan li ser yeksaliya kuştina her sê jinên endamên PKKê li paytexta Fransa Parîsê, bi beşdarbûna hejmareke mezin ji gerîla axaftineke dirêj pêşkêş kir. + +Karayilan got ";Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û gelê Kurd wê êrîşa li dijî wan kesan li erdê nehîle û hesab bipirse";. + +Murat Karayilan kuştina wan kesan weke komployekê bi nav kir û got ";Destê tarî di wê kuştinê de hene û kesên ku dixwazin gelê Kurd kole û Kurdistanê jî di bin destê xwe de bihêlin, bi wî karê ne mirovane rabûne";. + +Fermandarê HPGê diyar kir ku kesên ku ew her sê jin kuştine heman kesin ku serokê PKK Abdullah Ocalan dane girtin û bi komkujiya Roboskê rabûne. + +Murat Karayilan bal kişande ser helwesta Fransa û got ";Eger Hikûmeta Fransa bixwaze dikare bûyerê aşkere bike";. + +Hevserokê berê yê KCKê Murat Karayilan ew bûyer xistin stûyê NATO û Dewleta Tirkiyê. + +Roja 9/1/2013 her sê jinên endamên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin û heta niha kesên ku bi kuştine nehatine aşkerekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon xwest ku xwest ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) weke nûnerê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî kongreya Cenêv2 bibe. + +BDPê di nameyekê de ku Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û alîkarê Hevserok Nazmî Gur li ser îmze kirine, DBKê li Rojavayê Kurdistanê li hemberî rejîma Baes û komên radîkal ên olî , wek ";rêya sêyemîn"; bi nav dike. + +Di nameyê de wiha hatiye gotin: ";DBK li bakurê Sûriyê yek ji rêxistina herî mezin a polîtîke ku li dijî Qaîde û rejîma Baes radiwest e";. + +DBKê di tîrmeha sala 2012an bi çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û PYDê de hat avakirin, lê ev zêdetirî 8 mehane ENKSê endamtiya xwe di DBKê de rawestandiye û dibêje ku ";PYDê bi navê DBKê biryara dide û naxwaze karê hevbeş ligel ENKSê bike";. + +BDPê behsa rêveberiya demî ya ku PYDê niha li Rojavayê Kurdistanê mijûlî avakirina wê ye kir û got ";Ev rêveberî dikare ji bo Sûriyeke demokratîk û federal wek modeleke rasteqîn û di cih de bê dîtin";. + +Di nameya BDPê de hatiye diyarkirin ku DBKê li hemberî rejîma Baes û grûpên radîkal ên olî rêyeke sêyemîn e û got jî ku ew wek partiya çaremîn a herî mezin li Tirkiyê û piştgiriyeke xurt didin beşdariya DBKê wek nûnera Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di kongreya Cenêv2 de. + +Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon di destpêka vê hefteyê de vexwendin ji welat û grûpên opozîsyonê re şandin ji bo ku tevlî kongreya Cenêv2 bibin ku biryara di 22yê vê mehê bê lidarxistin. + +Lê roja çarşemê Hevserokê PYDê Salih Mislim ji medyaya nêzîkî partiya xwe re ragihand ku ew heta niha ji bo kongreyê nehatine vexwendin. + +Tiştê ku niha zelal bûye ewe ku şanda opozîsyona Sûriyê dê bi serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê ve û Encûmena Niştimanî ya Kurd ku yek ji pêkhateyên wê ye, dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî Cenêv2 bibe. + +Di 24/12/2013 de Encûmena Niştimanî ya Kurd û PYDê li hev kirin ku her kesek ji wan tevlî kongreya Cenêv2 bibe dê bi navê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojahilatê Kurdistanê, ku sala 2006an ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) veqetiya, PDKÎ bi wê tê tohmetbar dike ku di pêvajoya diyaloga yekgirtina digel Partiya Demokrat a Kurdistanê ku ji PDKÎ veqetiyaye, cidî nebûye. Nûnerê PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî jî vê yekê wek propaganda dibîne. +Piştî ku gotûbêjên navbera her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê, PDKÎ û PDKê bo lihevnêzîkbûn û yekbûnê ber bi sarbûnê ve çû, PDKê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û PDKÎ bi wê tohmetbar kir ku di gotûbêjan de cidî nebûye. +PDK di daxuyaniyê de ragihandiye ku destpêkirina diyalogê destpêşxeriya wê bûye lê di civînan de rayedarên PDKÎ li ser her tiştî axifîne lê li ser yekbûnê tiştek negotine û wiha gotiye: ";Em di vê yekê de cidî ne û ji ber wê jî me projeya xwe pêşkêş kiriye, eger PDKÎ jî cidî be divê ew jî projeya xwe eşkere bike."; + +PDKÎ jî projeyek pêşkêş kiribû lê PDK vê yekê qebûl nake, çimkî li gorî wê ev tenê rêkeftina yekgirtina PDKê ya sala 1996an e û PDKÎ tenê ew rêkeftin ji nû nivîsandiye û ew jî wê demê neçar maye binîse ku dîtiye PDK cidî ye û projeya wê heye. +Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku rêkeftina 1996an êdî ti qîmeta wê tine ji ber ku ew rêkeftin bû sedema veqetiyana sala 2006an û rexne li PDKÎ tê kirin ku naveroka projeya xwe baş zelal nekiriye. +PDKê xwastiye ku her du partî bi hev re partiya bi navê Partiya Demokrat a Yekgirtî ava bikin lê helwesta PDKÎ hê jî nîşan dide ku ew PDK bi fermî nas nake. +Li ser vê mijarê, Nûnerê PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, beşdarî bûltena nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê ya Rûdawê TV bû û ragihand, ew daxuyanî tenê propaganda ye ji ber ku heta niha jî di navbera PDKÎ û PDKê de diyalog heye û ew hertim alîgirê yekbûna her du partiyan bûne. +Mihemed Salih Qadirî, diyar kir ku li şûna ku PDK bi daxuyaniyên wiha xwe û raya giştî mijûl bikin bila gavên pratîkî bo yekbûna her du partiyan bavêjin û wiha got: ";Çimkî li gorî me hebûna du partiyan bi yek nav, bi sembolên hevbeş û bi pêgehên hevbeş ne li gorî merc û şertên vî demî ye."; +Qadirî her wiha anî ziman ku ew hêvîdar in ku her du partiyên Rojhilatê Kurdistanî dîsa bibin yek û bi hev re xebatên xwe bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmî re li ser rewşa Iraqê bi taybet Parêzgeha Enbarê civiya. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro (10.01.2014) li devera Selahedîn a Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmanî û şanda pê re kir. +Li gorî nûçeyê, di civînê de ku hinek berpirsên artêşa Iraqê jî amade bûn, Dilêmî behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û parêzgeha Enbarê kir û derheqê hewlên artêşê bo kontrolkirina parêzgeha Enbarê agahî da Barzanî. +Barzanî jî diyar kir ku divê hemû aliyek di şerê li dijî terorê de hevdeng û hevkar bin her wiha bo çareserkirina alozî û qeyrana ku niha li Iraqê çêbûye, divê bi eşîr û hêzên din ên parêzgeha Enbarê re diyalog bê kirin. +Ev çend roj in, li bajarê Romadî û Fellûce yên parêzgeha Enbarê ya Iraqê, di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku wek beşek ji El Qaîdê tê naskirin, bi tundî şer û pevçûn heye. +Li gorî agahiyên dawî, her du bajarên han ketiye bin kontrola çekdarên radîkal. + + +Dihok (Rûdaw)- Deriyê sînorî yê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ku ji roja 26ê Mijara 2013an ve hatibû girtin, roja 5ê Çileya 2014an hat vekirin. + +Herî dawî her du encumenên Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li Hewlêrê li ser vekirina deriyê Sêmalka li hev kirin. + +Deriyê Sêmalka hat vekirin û bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr bûn. + +Derheqê vekirîna derî de endamê komîteya rêveberiya deriyê Sêmalka yê aliyê Rojava, Mehmûd Sefwet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, vekirîna derî dê bibe sedema nemana qaçaxçîtiya mirov ji ber ku dema derî girtibû hinek kesan ev rewş wek derfetekê bikar dihanîn û bi awayekî qaçax mirov ji sînor derbas dikirin. + +Mehmûed Sefwet da zanîn, hinek caran ji kesên ku bi qaçaxî ji Rojava derbasî Başûr dibûn, 400 dolar dihat wergirtin lê heta niha ti kes ji ber vê yekê nehatiye girtin. Li gorî Sefwet, dibe ku hinek pasewanên sînor ev kar kiribin. + +Sefwet her wiha anî ziman ku derî ji bo kesên ku bixwazin bo penabertiyê derbasî Başûr bibin nayê vekirin û eşkere kir, lê yên din dema bixwazin derbas bibin dikarin derbas bibin û ji wan jî serê her mirovekî hezar lîre (7 dolar) tê wergirtin. + +Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabîrê Şewket Berbiharî jî got, kî bixwaze derbasî Başûr bibe yan Rojava bibe ew qet ji wan pere û bacê nastînin. + +Berbiharî anî ziman, yên ku mercên derbasbûnê bi wan re hebe dikarin derbas bibin û pêdiviyên navmalê jî bi xwe re bibin. + +Mêrdîn (Rûdaw/DÎHA) – Tirkiyê nehîşt 10 welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de li bajarê Dêrikê birîndar bibûn, bo dermankirinê derbasî aliyê Bakûr bibin, lewma 4 ji wan birîndaran mirin, rewşa yên din jî giran e. BDPê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da. + +Roja 8ê Çileya îsal 10 welatiyên kurd li bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de birîndar bibûn. + +Rayedarên BDPê hewl dan bo dermankirinê wan birîndaran derbasî aliyê Bakûr bikin lê rayedarên dewleta Tirkiyê nehîştin ji berê jî ew birîndar niha bi derfetkên kêm li Rojava tên dermankirin. + +Li hember vê rewşê, berpirsê BDPê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz nerazîbûn nîşan da û ragihand, bo derbaskirina birîndarên Rojava daxwaz ji waliyê Mêrdînê kirine herwiha Hevserokê KCDê Ehmed Turk jî bo vê yekê bi walî re hevdîtin pêk aniye lê hemû hewlên wan bêencam bûne. + +Reşad Kaymaz eşkere kir ku ji wan birîndaran 4 kesan jiyana xwe ji dest da û got, eger ew birîndarên din jî neyên dermankirin dibe ku ew jî bimirin çimkî rewşa wan giran e. + +Efrîn (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Komela Bihar a dermankirinê dest bi vaksînekirina zarokên sava û biçûk li hember nexweşiya felcbûnê kiriye. + +Ev du roj in li bajarê Efrînê, Komela Biharê zarokên biçûk û sava vaksîne dikin. ev kampanya dê 6 rojan bidome û li nav 300 gundên Efrînê were cîbicîkirin… + +Ev kampanya ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ve hatiye organîzekirin…. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, xortekî din ê Başûrê Kurdistanê ku tevlî komên radîkal ên îslamî bibû li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Li gorî malpera bi navê Dûrbîn ku tê gotin nêzîkî emîrê berê yê koma îslamî ya Ensar el Îslamê Mela Kirêkar e, xortekî bi navê Raber ê bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî rêjîma Sûriyê de hatiye kuştin. + +Li gorî malperê, ew xort tevlî komên radîkal ên îslamî bûye û li deverekî nêzîkî Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Bi vî awayî, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 12 xortên Başûr li nav komên radîkal ên îslamî de li Sûriyê hatine kuştin. + +Li gorî amarên fermî, heta niha nêzîkî 200 xortên Başûr çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne. + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê teqînek pêk hat bêy jy ti ziyanên wê hebin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di binê pira Semta Ofîsê ya Amedê di saetên derdora 21.30 şevê de bi dema Amedê, teqînek pêk hat. + +Di teqînê de ziyan çênebû. + +Piştî teqînê ser û dawiya pirê ji aliyê hêzên polîsa ve hat girtin. + +Li Gor îdiayan polîsan, teqîn bi bombeya dengî çêbûye. + +Piştî teqînê polîs hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, dê îro biçe Îmraliyê. + +Şanda ku ji Wekîlên Koma BDPê Pervin Buldan û Îdrîs Baluken û berpirsê pêvajoya çareseriyê û danûstandinan û Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder pêk tên, dê îro ber bi Îmraliyê birêkeve. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li bendê ye ku şand di saetên pêş de biçe navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê û ji wir biçin girava Îmraliyê. + +Bi serdana îro ve, dê bibe cara 14emîn ku şand diçe Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 7ê kanûna 2013an de çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. + +Ev serdan di demekê de ye ku operasiyonê li dijî hevdu di navbera cemaata Fethullah Gulen û Hikûmeta AKPê didomin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Kurd ê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda derbarê şerê vê dawiyê yê navbera YPGê û grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birakê de, diyar kir ku ew şer bi tenê di xizmeta rejîma Beşar Esed de bû. + +Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye bi alîkariya çend grûpên alîgirên rejîmê ku berî mehekê tevlî rêzên wê bûbûn, operasiyonek li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê ên erebnişîn li başûrê bajarê Qamişlo pêk anîbûn. + +Di wê operasiyonê de, YPGê destpêkê ragihand ku wê bi dehan gund ji bin destê grûpên çekdarî yên radîkal û herwiha bajarokê Til Birakê derxistiye, lê ji nişkê ve di 7ê vê mehê de bidawîhatina operasiyona xwe li her du bajarokan ragihand û şervanên xwe bi temamî vekişandin. + +Ebdilbasit Seyda derbarê wî şerê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye û bêy ku PYDê bi nav dike dibêje ku ew partî berê xort û ciwanan dide kuştinê. + +Di şerê Til Hemîs û Til Birakê de, çekdarên girêdayî Eniya Îslamî û herwiha çekdarên Cebhet el-Nûrsa û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi hev re şerê YPGê dikirin û li gor wan grûpan, bi dehan şervanên YPGê di şer de jiyana xwe ji dest dane û ev yek sedema sereke ya vekişandina YPGê bû. + +Lê YPGê heta vê gavê jî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê Til Hemîs û Til Birakê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine. + +Ebdilbasit Seyda ku berê serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bû û wek kesatiyeke Kurd a çalak di nava opozîsyona Sûriyê de tê naskirin, dibêje ku ";ew şer bi tenê xizmeta rejîmê dike, rejîma ku dixwaze şer di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cizîrê derkeve";. + +Seyda herwiha bêy ku navê PYDê bîne diyar dike ku ";medyaya partiya xapandin û sîtemkar behsa serkeftinên tine dike ku encamên wê dê li ser gelê Kurd û Sûriyê bi giştî gelek xirab bin. + +Seyda rexne li helwesta serkirdeyên Kurd li Sûriyê jî digire û dibêje ku helwesta wan çend pirsan di serê mirov de dihêle. + +Ev cara yekê ye ku YPGê derbasî şerekî dibe û çend navçe û bajarokan kontrol dike û piştre bi aşkere kir xwe vedikişîne û dibêje ku niyeta wê tine bû li bajarokên Til Hemîs û Til Birak ku hemû nişteciyên wê Eerb in bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê bombeke vedayî bi karwana hêzên pêşmerge li gundekî qeza Mexmûrê de teqiya bêy ku ziyanên wê yên canî hebin. Herwiha bombeke din ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat pûçkirin. + +Mulazim Şêrwan Sedqî ji yekîneya 47 a Fermandariya Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê bombeke vedayî bi karwana hêzên pêşmerge li gundê Ruwale yê ser bi nahiyeya Qerac li Mexmûrê teqiya. + +Sidîq diyar kir ku hêzên pêşmerge li wê navçeyê belav bûne û li pey çekdarên ser bi Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên ku ew bombe vedane digere. + +Sidîq bal kişand ku heta niha 2 gumanbar ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine girtin. + +Ev çend mehin çekdarên DAÎŞê li navçeya Qerac a qeza Mexmûrê gefê li xelkê dixwin û beşek ji malên wê navçeyê jî teqandine. + +Berî çend rojan bi ferman Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzekî pêşmerge çû navçeya Qerac ji bo ku jiyana xelkê wê biparêze. + +Duh kemyoneke bombekirî li ser pira nahiyeya Guwêr a ser bi qeza Mexmûrê ve teqiya û di encam de beşek ji pira ku Mexmûr û Mûsilê bi hev re girê dide têkçû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîsê trafîka Silêmaniyê fermana girtina kurekî Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa derxist û daxwaz dike ku biçe li pêşberê dadgehê amade bibe. Kur jî tometên polîs red dike. + +Berdevkê polîsê trafîka Silêmaniyê Merîwan Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva 9/1/2014 li ser rêya Hewarî Şar-Silêmaniyê li nêzîk xala kontrolê ya Dolewrût a trafîkê, otombêlekê yasayên trafîkê binpêkir û guman heye şofêrê otombêlê kurê Newşîrwan Mistefa be. Piştî ku otombêl bi zorê ji xala kontrolê derbas dibe, şofêrê wê xwe ligel şofêrê otomêleke xwe ya din ku li pêşiya wî di xalê derbas bûbû, guhert. + +Ehmed herwiha got ";Kesekî gotiye dev jê biqerin ev kurê yek ji serkirdeyên diyar e û kurê Newşîrwan Mistefa ye. Lê emê wî bibin pêşberê dadgehê daku nasnameya wî kesî bê naskirin û her biryareke yasayî derheqê wî bê dayîn divê pêgirê biryarê bibe";. + +Nima Newşîrwan Mistefa ku yek ji kurên Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorran e, derbarê deketina fermana girtinê wî de ji Rûdawê re got ";Ev axaftin bê esil û esas e";. + +Berdevkê polîsê trafîka Silêmaniyê diyar kir ku ew otombêla ku yasayên trafîkê binpêkirine û li xala kontrolê nesekinî, hatiye desteserkirin û kilaşinkof û demançeyek tê de bû. + +Merîwan Ehmed tekez kir ku navê kurê Newşîrwan Mistefa di dosyeyê de hatiye û divê li pêşberê dadgehê amade bibe û eger amade nebe dê gumanên li ser wî zêdetir bibin. + +Mêdrîn (Rûdaw)- Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku ji 10 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ku di 8ê kanûna 2013an de li rojavayê bajarê Dêrika Hemko di encama teqînekê de birîndar bûn, 4 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Rêxistina BDPê ya Mêrdînê da xuyakirin ku ji ber Walîtiya Mêrdînê bersiva daxwaznameya BPDê ya derbarê dermankirina her 10 hemwelatiyan nedaye, 4 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dane. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz got ";Hevserokê Giştî yê KCDê Ahmet Turk bi Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz û parlamenterê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora jî bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê re hevdîtîn pêk anîne, lê belê tevî van hemû hewldanan destûr nehatiye dayîn ku ew birîndar li Tirkiyeyê bêne dermankirin";. + +Kaymaz diyar kir ku her çar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane navê wiha ne: Nîhad Siyamend Xelîl, Gulistan Silêman Xelîl, Egîd Ehmed Ekrem û Ekrem Omer Hecî. + +Kaymaz aşkere kir ku hîn jî rewşa birîndarên bi navê Mezlûm Reşad Elî, Nevîrez Asir, Mihemed Şerîf Îsmaîl, Remazan Mihemed Elo, Sîrac Mihemed û Debessan Yeqûb Corc giran e. + +Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê herwiha got ";Tirkiyê hewl dide rejîma Esed û Rojavayiyan bi hevdu bide şerkirin. Dixwaze kesên birîndar di deriyê sînor ê di bin kontrola hêzên Esad re derbas bike. Şerê di navbera AKP-Cemaatê de polîtîkaya hikûmeta AKPê ya li hember Rojava guhert. Em wek kurdên Bakur timî ligel gelê xwe yê Rojava ne";. + +Riha (Rûdaw)- Li parêzgeha Riha yê Bakurê Kurdistanê jina 4 mehe ducanî ye ji aliyê hevserê xwe ve bi 10 kêran hat kuştin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li gundê Seksenorenê yê navenda Rihayê, jina 33 salî Zehra Algin şeva borî ji aliyê hevserê xwe Ubeyid Algin ve bi kêran hat kuştin. + +Hevser Ubeyid 10 kêr li laşê hevsera xwe xistine û bi kêran ew kuşt. + +Zehra a 4 mehe ducanî ye ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê. + +Algin tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da. + +Hevserê Zehra Ubeyid Algin jî ji aliyê hêzên polîs ve hat binçavkirin. + +Wan (Rûdaw)- Li herêmê tevî ku bihayê êm û ka timî zêde dibe, bihayên sewalan her diçe dadikeve. Sewalvan ku ji vê rewşê bi gilî û gazincin xwestin tedbîrên pêwîst bên girtin û piştgiriya wan bê kirin. + +Li gor raporta DÎHAyê, heta dawiya salên 80yî li Tirkiyê ji sedî 50 pêdiviya şîr û goşt ku ji herêmê dihat, di encama siyaseta valakirina gundan de ev ast daket ji sedî 10an. + +Gundiyên ji neçarî gundên xwe berdane li metropolan ku mîna koleyan dihatin xebitandin ên li herêmê û bi sewalvaniyê debara xwe dikirin jî di bajaran de asê man. Hemwelatiyên dixwazin debara xwe bi sewalvaniyê bikin, ji ber bihayê sewalan ê kêm û bihabûna êm û ka bi gilî û gazinc in. + +";Dewlet mîna em nîn in tevdigere"; + +Hemwelatiyê bi navê Cahfer Tîmur (53) ê li Taxa Meydan a Wanê debara xwe bi sewalvaniyê dike diyar kir ku di sala 1993yan de li gundê Akkuş ê Colemêrgê mal û sewalên wî ji aliyê dewletê ve hat talankirin û bi darê zorê yê dewletê ji gund hatin derxistin. + +Timur got ";Dewlet rojekê hat mal û mulkê me hilweşand û em şandin sirgûnê. Niha jî mîna em nînin tevdigere. Lê belê em hene û em dixwazin sewalvaniya ku ji bapîrê me ji me re maye bikin. Ji ber vê divê alîkariya pêwîst a di vê mijarê de bidin me";. + +";Ez sewalên xwe di kon de xwedî dikim"; + +Hemwelatiyê bi navê Îhsan Okur (45) ê bavê 5 zarokan jî pirsgirêkên xwe anî ziman û wiha axivî: ";Mîhên ez difiroşim, bila mesrefa min û malbatê li cihekî bimîne mesrefa xwe jî dernaxin. Dewletê di sala 1994an de em koçber kirin. Her tiştên me talan kir û em ji gund derxistin";. + +Okur diyar kir ku dewlet bi qasî tê xwestin piştgiriyê nade cotkariyê jî û got ";Ez niha jî cotkariyê dikim, lê belê ji ber dewlet derfetan ji cotkariyê re çênake em pir zehmetiyan dikişînin. Berî niha bi 2 salan di her du erdhejên mezin de axurê min xera bûn. 3 zivistanên ez sewalên xwe di hundirê kon de xwedî dikim. Herî kêm bila axurekî ji bo sewalên min çêbikin";. + +";Em çi bikin?"; + +Hemwelatiyê bi navê Abdulhakîm Şahen (56) jî diyar kir ku her diçe bihayê firotina sewalan dikeve û wiha got: ";Pir mixabin dewlet di her rewşê de jî piştgiriyê nade. Berî niha bi çend rojan rayedaran gotin 'Wê axurên we yên di nav bajêr de bên rakirin.' Gelo em çi bikin?";. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê hikûmeteke bingeh fereh û bi beşdariya hemû aliyên siyasî be + +Li gor malpera fermî ya Srokatiya Herêma Kurdistanê, îro (11.01.2014) Serok Barzanî ligel konsulên giştî û nûner û berpirsên nivîsgehên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê civiya + +Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî ya navxwe li Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta herêmê kir + +Barzanî eşkere kir ku hikûmeta nû dê hikûmeteke bingeh fereh be û hemû aliyên siyasî tê de beşdarin + +Herwiha Serok Barzanî balkişand ku ";Armanca hikûmeta nû dê pêşxistina aramî, seqamgirî û xizmetguzariyê ji bo hemwelatiyan be"; + +Ligel ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nêzîkî 4 meh e bidawî bûye lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin, tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinan de ji hemû partiyên din zêdetir deng aniye, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna hikûmetê erkdar kiriye + +Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, divê Serokê Herêma Kurdistanê namzedê serokwezîriyê bo avakirina hikûmetê erkdar bike û namzedê serokwezîriyê jî divê di nav 30 rojan de hikûmetê pêk bîne lê heta niha Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî ti kes bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekiriye + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê (TGC) Alî Haydar Gozlu, roja 10ê Çile ku hersal wek Roja Rojnamevanên Dixebitin tê pîrozkirin, li rojnamevanan pîroz kir û ji Rûdawê re daxuyand ku tevliheviyên dawî yên di siyasetê de diqewimin bandoreke neyînî li rojnamevaniyê dike. Gozlu got ku rojnamevanên girtî ne, divê serbest bên berdan û vegerin ser karê xwe. + +Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê (TGC) Alî Haydar Gozlu got ku li Tirkiyê û li herêmê azadiya derbirîna ramanê û çapemeniyê her diçe ber bi paş ve diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Bi taybetî tevliheviya ku di van demên dawî de li siyasetê de rû dide, bandora xwe li demokrasî û hiqûqê dike. Dema di demokrasî û hiqûqê de paşkeftin çêdibe, ev yek bandorê li rojnamevaniyê dike, bandorê azadiya derbirîna ramanê dike."; +Gozlu got; ";Li Tirkiyê di warê mafên sendîkal, ewlehî û bîmeya civakî de niha rojnamevanî ber bi paş ve diçe."; +Wî rojnamevanê kurd anî ziman ku rojnamevanên ku alîgiriyê nakin rastî pêkutiyan tên û wiha berdewam kir: ";Li hemberî tiştên diqewimin, rojnamevanên bêalî û serbixwe, rastî zextan tên. Zêdebûna dozên ku li hemberî rojnamevanan tên vekirin, binçavkirin û girtin karîgeriyeke neyînî li ser rojnamevan û pîşeya rojnamevaniyê çêdike."; +Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê Alî Haydar Gozlu wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: ";Bi hêviya Tirkiyeya ku tê de demokrasî û hiqûq nayê binpêkirin û bi hêviya ku dema rojnamevan dixebitin, karê xwe dikin rastî ti astengî û fişarek neyên; 10yê Çileyî Roja Rojnamevanên Dixebitin pîroz dikim."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di navbera gundiyên ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan û hêzên artêşa Tirkiyê de alozî derket. + +Li gorî DÎHAyê, îro (11.01.2014) danê sibê gundiyên Roboskiyê bo kirrîna pêdiviyên xwe û dabînkirina debara jiyana xwe mîna her car derbasî Herêma Kurdistanê bûn. + +Li gorî agahiyan, lê danê êvarê dema gundî vegeriyan li ser sînor rastî astengiya hêzên tirk hatin. Hêzên tirk bi hêceta ku tiştên qaçax kirrîne û qaçaxçîtiyê dikin, dest danîn ser tişt û hêstir û hespên wan lê ev yek rastî nerazîbûna gundiyan hat. + +Ji ber wê jî leşkeran bi gaza bîberê êrişî gundiyan kir. + +Li gorî agahiyên dawî, hat zanîn gundiyan tiştên xwe ji leşkeran standine û vegeriyane gundê xwe û alozî jî bidawî bûye. + +Amed (Rûdaw/AA)- Serokê Baroya Amedê Tahir Elçîdi Konferansa Mafê Mirov a ku li bajêr dewam dike dediyar kir ku li Tirkiyê ji ber derbeyan û rêveberiya awartemafên mirovan gellek caran hatine binpêkirin. + +Elçî di konferansa ku ji aliyê Baroya Amedê ve hatlidarxistin de xeberda û destnîşan kir ku ji ber kuştinên kiryar nediyar û îşkenceyancivakgellekî êşiyaye û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çawa kuxebat tên kirin divêji bo kudi nav civakê de jî edalet bi cih bibe xebatên wisa lazim in. Xizm û mirovên wan kesên ku bi destê wezîfedarên dewletê ve hatin kuştin yan jî winda ne gellek mexdûr in. Lê nasnameya kujeran heta niha nehatiye eşkerekirin. Ev kesên mexdûr bi salan e ji bo ku edalet bi cih bê têdikoşin."; + +Elçî anî ziman ku li gor amarên fermî di şer û pevçûnên ku 30 salan dirêj kir de 50 hezar kes miriye. Li gor lêkolîna rêxistinên mafên mirovan 3 hezar û 500, li gor Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê jî 2 hezar 663 gund û wargeh bi zorê hatine valakirin û herî kêm3 milyon kes ji ber vê rewşê mexdûr bûne. + +Serokê Baroya Amedê her wiha eşkere kir ku bi tenê li Dozgeriya Taybet a Amedê ji 10 hezarî zêdetir dosyayên kiryar nediyar hene û li benda zelalbûnê ne. Tê zanîn ku ji hezarî jî zêdetir kes hê jî winda ne. + +Konferansa ku dê du rojan dom bike, di bin rêveberiya berpirsê fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê Prof. Turgut Tarhanli berdewam dike. + +Qamişlo(Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, çalakvanên xort ji bo belavkirina aştî, lêborîn û azadiyê navendek bi navê Mala Mandela vekirin. + +Damezrênerên vê navendê dibêjin ku ew dixawzin rewşenbîriya pêkvejiyanê di nava xelkê de belav bikin, herwiha ragihandin ku ew dê li ser pirensîpên aştî, lêborîn û azadiyê karê xwe di Mala Mandela de bikin. + +Herwiha çalakvanên endamên Mala Mandêla eşkere kirin ku ew dixwazin xewna Mandela di pêkvejiyana aştiyane li Qamişlo pêk bînin, lewma hemû saziyên civaka sivîl dikarin karên xwe li wê malê bikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo di merasîma vekirina Mala Mandela de amadebû û ev raport ji bo hogirên Rûdawê amade kir... + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku melayê bi navê Elî Kelek ê devera Kelekê ya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, li ser ekrana Rûdaw TV û bi awayekî zindî mîza xwe vexwar û bername terikand, hinek alîgirên wî wek piştgiriya wî li hember avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kom bûn. + +Îşev li ber avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, aloziyek sosret derket. Komek kesên ku xwe wek alîgirên mela Elî Kelek ê ku di bernameya Legel Ranj a Rûdaw TV de mîza xwe vexwar, dan nasîn li ber avahiya giştî ya Rûdawê kom bûn û piştevaniya xwe ji mela Elî Kelek re nîşan dan. + +Li ser vê yekê, hêzên polîs û asayişa Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê û rewş kontrol kirin. + +Di bernameya îşev a Legel Ranj de, ku her hefte roja şemiyê bi awayekî zindî li Rûdaw TV tê pexşkirin, mela Elî Kelek û melayekî dijberî wî mela Mezher, berdevkê wezareta tenduristiyê Xalis Qadir û pijîşkê pisporê derûnî Rêdar Mihemed Emîn beşdar bibûn. + +Mela Elî Kelek di dema terikandina bernameyê de + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro serê sibehê bombek li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê teqiya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê ragihand ku teqîn saet 8.15 deqe bi dema Hewlêrê di rêya bombeyeke vedayî re pêk hat dema ku efserê di Wezareta Pêşmerge de emîd Bextyar Fayiq dixwest biçe dewama xwe. + +Emîd Bextyar di lingê xwe yê çepê de birîndar bûye û ti ziyanên din ên canî di encama teqînê de tine bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku hêzên asayişê niha lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û heta niha tiştek aşkere nekirine, bi tenê gotine ku ev teqîn dişibe teqînên berê yên Silêmaniyê. + +Roja 2/12/2013 du bombe li du cihên cuda bi du otombêlên Wezareta Pêşmerge de teqiyan û du efeserên Wezareta Pêşmerge bi pileya emîd birîndar bûn. + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kêm roj hene ku nûçeya kuştina kesekî li Herêma Kurdistanê belav nebe. Lê nûçeyekê bêhtir deng veda û bû cihê balkêşiyê, ew jî kuştina nav malbatekê bû. Çendîn manşetên derbarê kuştinên vê dawiyê wiha bûn: ";Xortekî tevaya malbata xwe kuşt";, ";Bavekî kurê xwe kuşt";, ";Xortekî di xew de bavê xwe kuşt";. + +Mamosteyê civaknasiyê li zanîngeha Selahedînê, Zana Ehmed Pîr Dawid, derbarê sedemên zêdebûna bûyerên kuştinê di nav civakê de ji Rûdawê re got: "Gellek hokar hene ji bo zêdebûna haletên kuştinê di nav malbatan de. Yek ji wan zêdebûna hejmara niştecihan e, ku guhertineke civakî bi ser xelkê de aniye. Sedemên din pêşketina teknolojiyê û koçberî ye. Ev hemû dibin sedema guhertinên mezin ku rêjeya tawanan jî zêde dikin. Herwiha pêwendiyên civakî jî lawaz bûne. Çiqasî jî lawaz bibin, rêjeya tawanê jî bêhtir dibe." + +Li gor gotarbêjê mizgefta Rehme li Hewlêrê, sedemeke din ya zêdebûna kuştina mirovan heye. Mele Idrîs Kerîm kuştina nav malbatê vedigerînê "netirsiya ji Xwedê" û dibêje: "Ew kesê dîndar ti carê destê wî li kuştina kesekî nagerê, lewma kuştin bêguman bêolî ye." Di yasaya ceza ya Iraqê de ew kesê ku bi mebest kesekî bikuje, jê re girantirîn ceza hatiye destnîşankirin, ew jî darvekirine. + +Bi hêsanî bidestxistina çekan li Herêma Kurdistanê wekî sedemeke din ji bo hejmara zêde ya kuştinan tê dîtin. Li Herêma Kurdistanê her kes dikare çekan peyda bike û bikirre. Zana Ehmed dibêje "pirraniya tawanan bi sedema bêhntengiyê ne. Dema ku çek nebe, awayê tawanê tê guhertin û dibe ku ew kes hinekî li hev bidin û bi dawî bibe." + +"Bavê min birayê min kuşt û em vehesandin" +Xortekî ku birayê wî bi destê bavê wî hatiye kuştin, behsa bûyerê dike: "Birayê min pirr caran serxweş û deyndar bû. Xwediyên deynan dihatin ser me. Kuştina wî bûyereke pirr nexweş bû, lê mirina wî jî em vehesandin." + +Di zindanan de Rûdaw rastî gellek çîrokên sosret û dûrî aqilan hat, ji wan jî çîrokên çend kesên ku destên wan têvlî xwîn û kuştina mirovên wan bûne. Lê çîroka herî sosret ya zidaniyekî bû ku bavê xwe bi destê xwe kuştibû. Wî kesî ji Rudawê re got di dema xwe de bavê wî bi xwe jî bavê xwe kuştibû. Bi vî şêwazî kevneşopiya kuştina bavê bi destê kur, ji bav û bapîr gihişt kurê ku niha di zindanê de ye û li gor yasaya Iraqê cezayê wî darvekirin e. + + +Xoşewî Mihemmed + +Moskow (Rûdaw) -Yek ji radyoyên navdar li cîhanê radyoya Dengê Rûsyayê ye, ku beriya 84 salan di 29.10.1929ê de li Moskowaya paytexta Rûsyayê bi navê radyoya ";Moskowa Navneteweyî"; bi zimanê rûsî dest bi weşanê kir. Piştre navê wê veguherî radyoya Dengê Rûsyayê û beşên almanî, frensî û îngilîzî tê de hatin vekirin. Îro ev radyo bi 40 zimanên biyanî bernameyên xwe li ser pêla kurt û pêla FM diweşîne, ku zimanê kurdî yek ji wan zimanan e û ji sala 2008ê ve tê weşandin. + +Karmendên beşê kurdî yê radyoyê, ku ji Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Qafqasyayê pêk tên, bi ser de jî hinek karmendên rûsî, wê roja ku Rûdawê serdana wan kir, mijûlê wergêran û amadekirina bernameyan bûn. Li tenişt kompyûterên wan ala Kurdistanê li kêleka ala Rûsyayê danîbûn û li nav studyoya radyoyê jî aleke Kurdistanê hatibû daleqandin. Serperişt û karmendên vê radyoyê kesek ji wan ne derçûyê beşê ragihandinê ye lê ji karê xwe hez dikin û ji bo zimanê kurdî bê westan kar dikin. + +Colya Seîd pispora dîrokê ye. Serpeyiştiyara beşê kurdî ye li radyoya Dengê Rûsyayê ye û jineke rûsî ye. Lê hevserê wê Kurd e, lewma bi kurdiyeke baş dipeyive û carnan jî gotinên rûsî tevlî dike. + +Colya derbarê naveroka weşana radyoyê de got ku ev radyo, radyoya fermî ya hikûmeta Rûsiyayê ye, lewma siyaseta hikûmeta Rûsiyayê diweşîne û belav dike. + +Colya behsa beşê zimanê kurdî kir, ku di 19.05.2008an de kete kar û heta niha rojane yek demjimêrê, ji seet 19.00 heta 20.00ê êvarê bi dema Moskowê bernameyan diweşîne. Heman weşan roja din jî ji demjimêr 11.00 heta 12.00ê nîvro dûbare dibe. Lê pirraniya zimanên din jî li vê radyoyê destpêkê wiha destpê kirin. Beşê erebî di meha Tebaxa 1943ê de bi 3 karmendan kete kar û tenê nîv demjimêrê weşana wê hebû. + +Îro ev radyo bi giştî 450 bernameyên wê yên rengereng yên siyasî, rewşenbîrî, çandî, dîrokî û aborî pêşkêş dike. Beşê kurdî ji aliyê peydakirina karmendan ve xwedî gellek kêşeyên e. Colya dibêje "Em hewl didin peyamnêrên xwe zêde bikin. Em bernameyên xwe tenê bi şêwezarê kurmancî belav dikin, ji ber yên li vê derê kar dikin hemû hilgirên rêgeznameyên rûsî ne. Heta niha kesek bi dest me neketiye ku bi şêwezarên din zanibe û rêgeznameya wî ya rûsî hebe." + +Mistefa Sîno li beşa kurdî ya vê radyoyê bêjer û wergêr e. Wî behsa girîngiya vekirina beşa kurdî kir ku bi baweriya wî "wateya wê yekê ewe ku faktoreke girîng e li Rojhilata Navîn, eger berê bêhtir kêşeyên Ereban berçav bûn, îro pirsa kurdî bûye pirseke girîng û cihê guhdana welatên derve. Rûsya jî yek ji wan welatên destbilind ên cîhanê ye, rol û bandora wê li ser kêşeyên Rojhilata Navîn hene. Kurd neteweyek mezin in li Rojhilata Navîn. Rûsiya jî berjewendiyên xwe yên niha û siberojê li ber çavên xwe digire. Rol û pêgeha Kurdan jî dibîne li navçeyê. Lewma dixwaze bi zimanê kurdî ligel Kurdan biaxife." + +Derbarê wan kesên ku li beşê kurdî yê vê radyoyê kar dikin, Mistefa Sîno dibêje: "Ew karmendên ku di vî beşî de kar dikin Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne. Herwiha Kurdên Rûsyayê jî tê de hene. Rûs jî tê de ne lê bi zimanê kurdî dizanin. Di destpêka vekirina beşê kurdî de kêşeya me ya sereke kêmbûn û nebûna kesên pispor û şareza bû di warê medyayî û zimanî de. Lê piştî 5 salên kar, me ezmûn û şarezahî peyda kir û em ji berê baştir in." + +Li beşê kurdî yê vê radyoyê 2 celebên programan hene. Yek ji wan navendî ye û ji aliyê rêveberiya radyoyê ve bi zimanê rûsî ji bo wan tê şandin. Celebê din jî ewe ku ew bi xwe amade dikin. + +Mistefa Sîno derbarê pêwendiyan ligel medyaya Başûrê Kurdistanê wiha diaxive: "Mixabin heta niha pêwendiyên me nînin. Çend caran rojnamevanên ji Başûr hatin jevpeyvîn çêkirin lê mixabin ti pêwendiyên me yên fermî ligel ti dezgeha ragihandinê ya kurdî nîne. Tevî ku gellekî pêwîst e û em dixwazin pêwendî di navbera me de pêk bên, ji ber bûna dezgeheke ragihandinê bi zimanê kurdî li derveyî Kurdistanê pirr girîng e." + +Sîno dozê li Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku pêwendiyan ligel radyoya Dengê Rûsyayê pêk bîne, ji bo pêşxistina beşê zimanê kurdî. + +Her di vî warî de Kamîz Şedadî jî ku wergêr û pêşkêşkar e, dibêje yek ji kêmasiyên wan kêmbûna peyamnêran e li bajar û navçeyên cuda yên Kurdistanê: "Li Başûrê Kurdistanê tenê li Silêmaniyê peyamnêrê me heye. Li Bakurê Kurdistanê jî tenê li Amedê heye. +Kêmasiyeke me ya din heye ew jî ewe ku bernameyên me tenê bi şêwezarê kurmancî pêşkêş dibin. Êdî kêşeya me ya sereke wergerandin e, ji ber zimanê kurdî heta niha nebûye zimanekî standard û yekbûyî. Lewma her wergêrek li gor nêrîna xwe dide xuyanê." + +Kamîz derbarê ragirtina weşana radyoya wan bi rêya Zagros tv got "Radyoya me niha li ser şepola kurt weşanê dike. Çend salan li Herêma Kurdistanê bi FM belav dibû li ser Zagros tv. Mixabin ev 2 salên ku girêbest di navbera me û Zagros tv de hebû, ji aliyê Zagros tv ve nehat dirêjkirin." + +Karîna Fetîshanî jî Kurda Gurcistanê ye û li Moskowayê niştecih bûye. Karmendeke din ya vî beşî jî ev 5 sal in wekî derhêner û pêşkêşkar kar dike. Karîna koleja bijîşkî bi dawî kiriye û bijîşka zarokan e. Lê ew dibêje di temenê xortanî û xwendina zanîngehê de li kêleka xwendina xwe mijûlî karê rêxistinên civaka sivîl û karê ragihandinê bûye. Karîna wiha dewam dike: "Ew kêşeyên ku hatine serê neteweya kurd û jina kurd, bûne handera sereke da ku li kêleka xwendina xwe ya bijîşkî, di warê medya û karê rêxistinî de çalak bim. Sala 2008ê jî dema ku beşê kurdî vebû, hatim vê derê da ku xizmeteke biçûk pêşkêşî vî gelî bikim." + +Bayram Şekerê ji Bakurê Kurdistanê ku endazyarê avahiyan e û bêjerê radyoyê ye, niştecihê Moskowê ye. Ew wiha behsa karê xwe dike: "Ez li vê derê bernameyeke bi navê Panoramaya Kurdî amade û pêşkêş dikim. Ev bername di hefteyekê de 3 caran pêşkêş dibe. Di vê bernameyê de nûçe û babetên li ser Kurd û Kurdistanê li rojname, kovar û malperên kurdî û biyanî belavbûbin, digihînim guhdaran." + +Herwiha Bayram dibêje ku Rûdaw ji bo nûçe û zanyariyan yek ji jêderên ku di pirraniya bernameya xwe de sûdê jê werdigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava heftiyekê de 4 xortên Başûrê Kurdistanê di şerê ku ev nêzîkî 3 salane li Sûriyê didome, hat kuştin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ciwanekî din ê xelkê bajarê Helebce bi navê Merwan Salih Qadir yê 20 salî li nêzîk bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat kuştin. + +Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê bi alîkariya çend grûpên ku alîgirên rejîma Sûriyê bûn û vê dawiyê tevlî YPGê bûn, operasiyonek li navçeyên derdora bajarokê Til Birak û Til Hemîs ên li başûrê Qamişlo ku pêk anîn. + +Di encama şerê li wan navçeyên ku di bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), Cebhet el-Nusra û Eniya Îslamî de ne, YPGê Til Birak û çend navçeyên din li derdora wê kontrol kirin, lê di 7ê vê mehê de û piştî ku bi dehan şervanên wê di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji wan navçe û bajarokê vekişiyan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, gelek xortên ku ji Başûrê Kurdistanê bi mebesta ";cîhadê"; çûne Sûriyê, tevlî şerê li dijî YPGê bûne û herî dawî di xortên bi navê Merwan Salih Qadir hatiye kuştin. + +Merwan ku xwendekarê pola 10 bû, berî 9 mehan dev ji xwendinê brda û li Sûriyê têkilî bi DAÎŞê re danî û tevlî wan bû. + +Çavkaniyekê nêzîkî malbata Merwan ji Rûdawê ragihand ku Merwan roja înê di şerekî de li nêzîk bajarê Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Roja înê jî, xortekî din ê Helebce bi navê Raber di şerê li başûrê bajarê Qamişlo de hat kuştin. + +Bi vî awayî, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 15 xortên Başûr li nav komên radîkal ên îslamî de li Sûriyê hatine kuştin. + +Li gorî amarên fermî, heta niha nêzîkî 200 xortên Başûr çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Îranê dike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda YNKê ji Cêgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih û endama Polîtbîroya YNKê û hevjîna Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed pêk tê. + +Şanda YNKê ku li ser vexwendina fermî ya rayedarên Îranê serdana Tehranê dike, dê rewşa navxwe ya YNKê û rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê ligel rayedarên Îranê gotûbêj bike. + + + +Dîlok (Rûdaw)- Li Dîlokê muzîkjenê heremî yê bi navê Tahîr Ozmen ji ber ku strana kurdî digot, bi îdîaya ku ";propagandaya rêxistinê kiriye"; doz lê hat vekirin. + + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê doz hunermend Tahîr Ozmen bi îdîaya ";propaganda rêxistinê kiriye"; hat vekirin. + + +Piştî doz hat vekirin rûniştina yekemîn di 9ê çileyê de li 4emîn dadgeha cezaya giran a Dîlokê hat dîtin. + + +Ozmen derbarê vê mijarê de diyar kir ku ji bilî wî 6 hemwelatiyên din jî ji heman dozê tên darizandin û wiha got: ";Ji ber ez stranê kurdî dibêjim çend caran Rêveberiya Polîsan a Edeneyê ji bo îfadedayînê bang li min dikir";. + + +Ozmen destnîşan kir ku tundiyeke mezin li ser wan tê meşandin û wiha pêde çû: ";Doz ji ber delîlek tinebû bo 14ê sibatê hat paşxistin. Dê ev car doz li 10emîn dadgeha cezayên giran a Edeneyê bê dîtin";. + + +Ozmen herwiha got ";Ev rewş nayê qebûlkirin. Hûnê çawa bi gelê me re bi awayeke aştiyane bijîn. Hûnê bi van siyasetên qirêj aştiyê pêk bînin";. + + +Ozmen diyar kir ku ev ne cara yekeme ku ji bo stranên kurdî doz lê hatiye vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ";Bi taybetî ji bo ku min di şahiyên BDPê de stranan digotin lêpirsîn l imin dihat vekirin. Çi dikin bila bikin lê belê nikarin min jî rêya min derxînin";. + + +Sêrt (Rûdaw)- Jina bi navê Kader Ertan ku hêj 12 salî bû hatibû zewicandin û 13 salî bû dayik, di 14 saliya xwe de li malê kuştî hat dîtin. +Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Berwarî ya Sêrtê jina 14 salî Kader Erten li malê kuştî hat dîtin. +Kader Ertan a 14 salî di sala 2011an de li navçeya Şaxê ya Wanê bi destûra malbatê bi Mehmet Atak re zewicnadin. +Kader Ertan a di 27ê Tîrmeha 2000an de ji dayik bû, li Gundê Dugumculer yê Dihê hat zewicandin. +Kader di 13 salî de bû dayik û piştî salek şûnde ji zaroka xwe ya duyemîn 2 canî bû. +Bi zaroka xwe ya 7 mehî ve bi jiyanê ve hat girêdan. Kader, piştî zaroka xwe ya duyemîn anî dinê li odeyê kuştî hat dîtin. +Piştî ku cenazeyê Kader birin Saziya Bijîşka Dadê ya Amedê, Dozgerê Komarê yê Dihê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. +Dozger serî li xizmên hevserê Kader Erten da. Malbata Hevser Mehmet Atak jî îdîa kirin ku ";Kader xwe kuştiye";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku merca yekem a serkeftina welatekî, hebûna darazek serbixwe û bêalî ye. Barzanî her wiha ragihand, nabe ti karîgeriyekî rêjîma berê ya Iraqê li ser daraz û dadgehê hebe. + +Îro (12.01.2014) endamên nû yên encumena dadweriya Herêma Kurdistanê li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li devera Selaehdîn a Hewlêrê sond xwarin. + +Di merasima sondxwarinê de, Barzanî axaftinek kir û diyar kir, divê daraz û dadgeh serbixwe û bêalî bin û qanûn hertim li ser hemû tiştekî re be û wiha got: ";Çimkî yekem merca serkeftina her welatekî hebûna daraz û dadgehên serbixwe ye."; + +Barzanî her wiha piştgiriya xwe bo sazî û navendên darazê yên Herêma Kurdistanê nîşan da û ji hemû hêz û aliyan xwast, bi tevahî piştevaniya dadgeh û darazê bikin da ku bêtirs û bêalî karên xwe bikin û navbe ti karîgeriyek rêjîma berê ya Iraqê li ser darazê hebe. + +Endamên nû yên encumena dadweriya Herêma Kurdistanê yên îro sond xwarin, wiha ne: Ebdula Elî Ehmed Şerefanî,Elî Ehmed Îbrahîm, Elî Ewla Ehmed û Serwer Zirar Reşîd. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li taxa Kornîsê ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 3 topên hawanê teqiyan û di bûyerê de kesek birîndar bû. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro dora saet 5ê êvarê bi dema Qamişlo, 3 topên hawanê li taxa Kornîş li başûrê rojavayê Qamişlo ketin ku hawana yekem li xaniyekî ku ti kes tê de nebû ket û 2 odeyên xanî bi temamî hatin têkdan. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her du hawanên din jî li nêzîkavahiya şaredariya taxa Kornîş a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ketin û di encam de kesek ku di cadeyê re derbas dibû, birîndar bû. + +Li gorî zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, derdora cihê êrîşê ji aliyê asayişa PYDê û hêzên rejîmê ve hat dorpêçkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku heta niha nayê zanîn ka ew hawan ji kuderê û ji aliyê kê ve hatine avêtin. + +Di 9ê vê mehê de çekdarên îslamî yên ku bajarokên Til Hemîs û Til Birakê li başûrê Qamişlo ji bin kontrola YPGê derxistin û car din xistine bin kontrola xwe, agehdarî dan hemwelatiyên sivîl li bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo ku nêzîkî navendên leşkerî yên rejîmê û PYDê nebin û gotin ku ewê wan navendan bikin armanca xwe. + +Çariyekî piştî êrişa îro, hêzên rejîmê yên li Fewca 154 li başûrê Qamişlo, bajarokê Til Hemîsê û navçeyên derdora wê dan ber topan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Amedê piştî 20 salan û bi mebesta lêkolînê, biryara vekirina gorrên 43 gundiyên Şirnexê yên ku di encama bombardimana balafirên Tirkiyê de hatibûn kuştin, da. + +Roja 26ê Adara 1994an, balafirên şerî yên artêşa Tirkiyê bi hêceta ku terorîst in, gundên Kûşkonar û Koçagilli yên Şirnexê dan ber bombeyan û di encamê de 43 kes hatin kuştin lê ew gundî heta niha jî di amarên fermî de ";zindî"; tên zanîn. + +Li gorî DÎHAyê, Dozgeriya Amedê ku ji sala 2006an vê dosyayê dişopîne, biryar da gorrên 25 gundiyên gundê Kûşkonarê bo lêkolînê were vekirin û hat gotin, dema rewşa hewayê baş bû dê gorrên wan were vekirin, çimkî ev 20 sal bû dihat gotin ku ew devera ku gundî lê hatine kuştin ";devera terorê"; ye lewma ti lêkolîn li cihê bûyerê nedihat kirin. + +Derheqê dosyayê û biryara dozgeriya Amedê de, parêzerê dosyayê û serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir ku dadgehê biryar daye lêkolîn û lêpirsînên derheqê bûyerê de bi awayekî veşartî bê kirin lê ew dê li dijî vê biryarê bertekê nîşan bidin. + +Elçî, ragihand ku biryara vekirina goristanê hatiye dayîn ji ber wê jî dê têstên DNA bên kirin û bi vî awayî piştî 20 salan ew miriyên ku heta niha jî li gorî amarên fermî zindî ne, dê bi fermî wek mirî bên qebûlkirin û navên wan were jêbirin. + +Beriya niha jî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, di dosyaya gundên Kûşkonar û Koçagilli yên Şirnexê de Tirkiyê bi dayîna 2 milyon û 305 hezar euro cezayê pere mehkûm kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw/Milliyet) – Li gorî encamên rapirsiya dawî ya derheqê hilbijartinên şaredariyan li bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê BDP û AKPê di hevrikiyek tund de ne. + +Şîrketa lêkolîn û rapirsiyan a bi navê ORCê, encamên rapirsiya xwe ya herî nû derheqê hilbijartinên herîmê yîn Tirkiyê li 5 bajarên serekî yên Bakûrê Kurdistanê eşkere kir. + +Di rapirsiyê de ev pirs hatiye pirsîn: Di hilbijartinên şaredariyên bajarên mezin de tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê? + +Li gorî encamên rapirsiyê ku di navbera 2-8ê Çileya 2014an hatiye sazkirin, li bajarê Amedê ji 3 hezar kesên ku tevlî rapirsiyê bûne, 44.0% jê dengên xwe dane BDPê, 39.7% dengên xwe dane AKPê, CHPê 3.9% deng bidest xistiye û partiyên din jî 5.9% bidest anîne û yên ku nezanîne dengên xwe bidin kîjan partiyê (yên dudil) jî 6.5% bûye. + +Li bajarê Mêrdînê hezar û 900 bersiva pirsên rapirsiyê dane û encamên wê wiha ne: +BDP: 38.2%, AKP: 36.0% CHP:11.0%, yên din: 5.4% yên dudil: 9.4%. + +Li bajarê Rihayê jî ku 2 hezar û 500 kes tevlî rapirsiyê bûne, encam wiha ye: +AKP: 42.7%, BDP: 30.5%, CHP: 7.9%, SP (Partiya Seadet): 4.0%, yên din: 4.2%, yên dudil: 10.7%. + +Li bajarê Meletiyê jî ku 2 hezar û 720 kesan bersiva pirsên rapirsiyê dane, rêjeya dengan bi vî awayî ye: +AKP: 45.0%,CHP: 28.3%, MHP: 13.0%, yên din: 5.5%, yên dudil: 8.2%. + +Li bajarê Dîlokê jî ku 2 hezar û 650 kes beşdarî rapirsiyê bûne, encam wiha ye: +AKP: 43.6%, CHP: 32.0%, MHP: 12.5%, yên din: 3.5%, yên dudil: 8.4% + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tên lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Li Rojavayê Kurdistanê, roja cejna jidayikbûna Pêxemberê xwedê bi çend merasîmên olî û civakî tê pîrozkirin. +Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di roja jidayikbûnê de, şekir, şîrînî û mêweyan jî li zarokan belav dikin. +Piraniya xelkê, roja jidayikbûnê, xwarinên xwemalî amade dikin û hevsiyên xwe vedixwînin ser van xwarinan. +Berî xwarin bê xwarin, mînakên şeker, savar, xwê li ser sifreyekê tên danîn û mela çîroka jidayikbûna Pêxember li ser wan dixwîne da ku bên pîrozkirin. +Li hinek deveran, derwêş bi erbaneyan û sirûdên olî merasîmên jidayikbûnê li bîr tînin. +Tevî hemû siyasetên bierebkirinê, hin melayên kurd û derwêş çîroka jidayikbûna Pêxember û sirodên olî bi zimanê kurdî dixwînin. +Qamişlo (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Pêşewe Behlewî, ji aliyê hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûriyê ve hate girtin. + + +Rojnamevan Axtîn Esead ji bajarê Qamişlo ji Tora Mewdyayî ya Rûdawê re got: ";Pêşewa Behlewî li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo mijûlê amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember";. + + +Wî çalakvanî eşkere jî kir ku ";Otombêleke Asayişa Niştimanî, ya ser bi rejîma Sûriyê ve, nêzîkî Pêşewa bû û kamîre û pêdiviyên wî ên rojnamevanî jê sitandin û hemû wêneyên li ser kamîrayê reş kirin û ew girtin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dala yê Nisêbînê ji bo 'penaberên Sûriyê' kampek ji çadiran hatiye avakirin û di kampê de niha hezar û 800 kes dijîn. Lê tê pêşbînîkirin ku hejmara penaberan di hefteyên pêş de zêde bibe. + +Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Afetê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), li nêzîkî gundê Dala yê bajarê Nisêbînê, kampek ji çadiran ji penaberên Sûriyê re ava kiriye. + +Di kampê de 545 çadir hatine vegirtin û rûbera çadiran jî 112 metre ye, hezar û 800 kes jî tê de dijîn. + +Hat gotin ku ev kamp di nav 3 mehan de hatiye avakirin lê heta niha sererastkirina derdora kampê hê neqediyaye, tedbîrên tund bo parastina kampê hatiye girtin. + +li gorî DÎHAyê, hertim li dora kampê amûrên birrîna sînyalên telefon û cîhazên din heye û nahêlin kes nêzîkî kampê bibe. + +Hate ragihandin ku penaberên ku li kampên Riha û bajarên cîran hene, dê hinek ji wan derbasî kampa Nisêbînê bên kirin. Hate zanîn ku dê hejmara penaberan ên li vir pêşî derxin 3 hezar kesî. + +Hate diyarkirin ku di nava penaberên ku ji kampa Wêranşerê ya di bin kontrola cendermeyan de bi otobûsan tînin Nisêbînê, nexweşiya şewbê peyda bûye û derziyên şewbê li wan tê dayîn lê nahêlin derkevin derveyê kampê. + +Paneberên ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye, di bin çavdêriya ewlehiyên taybet de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û heta penaber tedawî dibînin li ser serê wan disekinin û bi wan re jî vedigerin kampê. + +Destûr nadin Rojavayî derbas bibin + +Li derveyî kampa penaberan a Nisêbînê jî û li navenda navçeyê jî gellek Rojavayî dijîn. Rojavayiyên ku di nava navçeyê de bi parsekiyê xwe li ser piyan digirin, diyar dikin ku ew ji ber şer reviyan e. Rojavayiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe jî leşker destûr nadin ku biçin Qamişloyê. + +Li gorî van agahiyan, nayê zanîn ka ew kesên wek ";penaberên Sûriyê"; li nav wê kampê de hatine komkirin, kî ne! + +Hewlêr (Rûdaw) – Malbata peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî yê ku îro ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hati girtin, eşkere kir, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji wan re gotiye, dê hewl bidin îşev Pêşewa bidin berdan. + +Îro (13.01.2014) danê nîvro, peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî di nav kar de ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hat girtin. Hat zanîn, şofêrê taksiya ku Pêşewa pê kar dikir jî girtine her wiha dest danîne ser taksiyê jî. + +Derheqê hewlên berdana Pêşewa de, birayê wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, rêveberê giştî yê Asayişa PYDê li Qamişlo ji wan re gotiye dê hewl bidin îşev Pêşewa bidin berdan. + +Birayê Pêşewa her wiha diyar kir, wî berpirsê PYDê ragihandiye, ew qebûl nakin ti rojnamevan û çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bên girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rûdawê bo cara yekemîn hinek belge bidest xist ku nîşan dide di Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de di mijara xerckirina bûdcê de gendelî hatiye kirin. Li gorî hinek ji wan belgeyan, hinek lêjneyên ";wehmî-xeyalî"; bo şopandina çawaniya xerckirina bûdcê hatine avakirin. + +Di hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de ku îro (13.01.2014) hat belavkirin, raporek balkêş li ser Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin. Di raporê de hinek belge bi îmzeyên rayedarên pilebilind ên wezartê tîn dîtn ku li gorî raporê, ew belge qaşo belgeyên avakirina lêjneyên şopandina xerckirina bûdceya wezaretê ne. + +Lê li gorî ku saziya çavdêriya darayî ya wezartê dibêje, ew lêjne qet nehatine avakirin û lêjneyên wehhîmî ne û bi vî awayî derketiye holê ku di bin navê şopandin û avakirina lêjneyan de gellek pere ji aliyê hinek berpirs û efserên wezaretê ve hatiye xerckirin. + +Saziya çavdêriya darayî eskere dike ku gellek caran daxwaza lêkolînê derheqê çawaniya xerckirina bûdcê de kiriye lê ti kesî ev daxwaz bicîh nehaniye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ew otomobîlên ku plaka wezaretê li ser hene sotemeniya wan ji aliyê wezaretê ve tê dabînkirin her wiha her fermandeyekî pilebilind mehane 100 lître sotemenî werdigire lê gellek pereyê din jî di bin navê kirrîna sotemeniyê ji aliyê efser, fermandeyên din ve tê wergirtin. + +Ev di demekî de ye ku li gorî daxuyaniyên fermî yên wezareta pêşmerge, gellek caran mûçeyên hêzên pêşmerge dereng dimîne û hinek caran ji duh mehan zêdetir dikşîne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşewa Behlewî, îro (13.01.2014) danê sibê ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Qamişlo hat girtin. Pêşewa di heyama karê xwe de bi awayekî profesyonel nûçe û wêneyên Rojavayê Kurdistanê veguhestiye ji ber wê jî ti hêcetek bo girtina wî nayê qebûlkirin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vî karî metirsîdar şermezar dike û berpirstiya parastina jiyana wî rojnamevanî dixe stûyê rayedaran li Rojavayê Kurdistanê û hêvîdar e ew sozên ku bo berdana wî hatine dayîn, bicîh bên. + +Rûdaw niha bi saziyên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan re di pêwendiyê de ye û hemû dost û hevalên xwe li seranserê cîhanê ji rewşa rojnamevanê girtî agahdar kiriye. + +Rêvberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê +13/01/2014 + +Hewlêr (Rûdaw/AA) - Berdevkê HikûmetaHerêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên nefta ku dê hinardeyî Tirkiyê bibe, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiyaSerokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike. + +Sefîn Dizeyî diyar kir kubi nivîseke fermî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ji serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û şanda pê re agahdar kirine. Li gorî Dizeyî, şanda Hewlêrê dê di nav çend rojên bê de serdana Bexdayê bike. + +Dizeyî derheqê naveroka serdanêde jî wiha got: "Hevdîtina ku di navbera Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Malikî de di25 Kanûna 2013an dehat kirin, biryara amadekirina heyetê hatibû dayîn. Di vê hevdîtinê de biryar hat dayînku heyet dêBexdayê ziyaret bike. Me der barê vê mijarê de nivîseke fermî ji birêz Malikî re şand. Di vê nivîsê de pêşniyarên çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Me xwast ku di demeke kurt de heyetbi serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî ji Hewlêrê biçe Bexdayê û li wir peymaneke mayînde bê çêkirin." + +Berdevkê hikûmetê her wiha destnîşan kir ku ji boHewlêr hestiyarya xwe nîşan bide, Serokwezîr Barzanî dê serokatiya heyetê bike û wiha pê de çû: "Em radigihînin ku em girêdayî destûra Iraqê û girêdayî wê peymanê neku me di 25ê çileya pêşîn a 2013an de bi hikûmeta Bexdayê re kir. Em girêdayî fermanên hinartina neftê yênWezareta Neftê ya Iraqê ne. Em dixwazin ku di demeke kurt de her du alî peymanê çêbikin. Lewra hekelezê bikin bûdce dê biçe parlementoya Iraqê û bê pesendkirin." + +Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya Bexdadyê dike û ti carî serpêçiya wê nake. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, duh di civîna digel parlamenterên kurd ên Parlamentoya Iraqê de gotibû, ev du-sê hefte bi ser civîna û şanda Herêma Kurdistanê re derbas bûye lê hê jî bersiva min nedane, çimkî diviya dîsa şanda Herêmê serdana Bexdayê bike bo çareserkirina nakokiyên mayî. + +Malikî her wiha Herêma Kurdistanê di hinartina petrolê de bi gendeliyê tohmetbar kiribû. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşewa Behlewî, îro (13.01.2014) danê sibê ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Qamişlo hat girtin. Pêşewa di heyama karê xwe de bi awayekî profesyonel nûçe û wêneyên Rojavayê Kurdistanê veguhestiye ji ber wê jî ti hêcetek bo girtina wî nayê qebûlkirin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vî karî metirsîdar şermezar dike û berpirstiya parastina jiyana wî rojnamevanî dixe stûyê rayedaran li Rojavayê Kurdistanê û hêvîdar e ew sozên ku bo berdana wî hatine dayîn, bicîh bên. + +Rûdaw niha bi saziyên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan re di pêwendiyê de ye û hemû dost û hevalên xwe li seranserê cîhanê ji rewşa rojnamevanê girtî agahdar kiriye. + +Rêvberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê +13/01/2014 + +Amed (Rûdaw) - Doza KCK'ê ku şaredar, endamên meclisên şaredariyan û nêzî 7 hezar girtiyên kurd tê de tên darizandin li Amedê dest pê kir. Parlamenterên kurd ên hatibûn berdan, cara yekemîn bi awayeke azad weke çavdêr tevli rûniştinê bûn. + + Rûniştina doza KCK'ê ku 24 jê şaredar, bi sedan siyasetmedar û bi hezaran çalakgerên BDP'ê tê de têne darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. +Serê sibehê girtiyên KCK'ê bi wesayîtên girtîgehê anîn dadgehê. Cara yekemîn e parlamenterên BDP'ê yên serbest hatin berdan îcar ne weke bersûc weke çavdêr tevli rûniştinê bûn. + + Axaftina Kemal Aktaş - Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, li ber dadgehê ji Rûdawê re got:";Em ji bo ku hevalên me serbest bêne berdan hatin dadgehê. Em ê jî vê rûniştinê bişopînin. Hêvî dikim ev armanca me pêk bê û hevalên me serbest bêne berdan."; + + Hevseroka BDP'ê û hevnamzeta Şaredariya Amedê Gultan Kişanak jî hate dadgehê û xwest hemû girtiyên KCK'ê serbest bêne berdan. Kişanak, bal kişand di hiqûqê de girtin îstîsna ye lê dema kesên girtî kurd bin wê çaxê girtin dibe weke cezayek û got, ew hêvî dikin girtiyên ku nêzî 5 sal in di hundir de, di vê rûniştinê de bêne azadkirin. + + + +Enqere (Rûdaw)- Parlanentera BDPê ya Îdirê û Wekîla Koma BDPê Pervîn Buldan daxwaz kir ku qeyda dengê kujerê 3 jinên Kurd Omer Guney bê lêkolînkirin û aşkerekirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, duh saziyên jinan bi beşdariya Pervîn Buldan, ji bo ronîkirina kuştina 3 jinên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez îmzeyên ku komkiribûn, radestê Balyzoxaneya Fransayê kirin. + +Pervîn Buldan li ser navê koma jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyer piştî hevdîtina wan a bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku di 3ê Çile de pêk hat, çêbû. + +Buldan herwiha got ";Ev komkujî li dijî jinên Kurd ên şoreşger pêk hat. Ev komkujiya li dijî pêvajoyê ye. Divê hemû kesên li pişt perdê bên darizandin û cezakirin";. + +Buldan derbarê qeyda deng ku tê gotin ya Omer Guney e wiha got: ";Di vê mijarê de hîn zûye ku mirov nirxandinê bike. Hîn nediyar e ku ev deng rast e yan na. Ne diyar e deng yê Guney e ya na. Ji bo ronîkirin û aşkerekirina vî dengî dê hewldan û serlêdanên me yên hiqûqî çêbibin";. + +Her 3 jinên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez di 9ê çileya 2013a de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin. + +Zinar Ala + +Hewlêr (Rûdaw) - Di Cotmeha borî de weqfa spanî ";Ruta de la Luz"; (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû. + +Du bijîşkên ji weqfa ";Ruta de la Luz"; derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: ";Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe."; + +Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: ";Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî."; Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: ";Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye"; + +Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: ";Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e";. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: ";Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn";. + + + + + + +Newzad Mehmûd / Erkan Elî /Seyid Sadiq +Hewlêr (Rûdaw) -Li mala xwe, li tenişt sobeyê rûniştibû û serê xwe bi ser hinek wêneyên kurê xwe de berdabû. Îsmet Husên gellekî li ser kurê xwe yê girtî giriyaye û xema wî xwariye, êdî nema dikare hêstiran ji çavên xwe bîne xwarê. Îsmet Husên digot "dozê li hemû berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, li her kesekî ku destê wî bigihije dikim ku kurê min sax bihêlê." Lê ew bêhêvî jî bû ji wê yekê ku kesek vê hewarê bibihîse, ji ber ku weke ku bihîstiye "beriya sersalê wî bidarvedikin." Ev çîrok ji 13 salan ve berdewam e. + +Beriya nêzîkî salekê heftenameya Rûdawê çû mala Îsmet Husên li Seyid Sadiq li nêzîkî Silêmaniyê, ku hingê nû ji dîtina kurê xwe yê li zindanê vegeriyabû. Umer Kerîm Şerîf (32) jî pêşmergeyekî Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistan bû. Girtina wî jî bi sedema tawanbariya wî bi kuştina cîgirê berpirsê Îtîlaata bajarê Mêrîwanê bi navê Îsmaîl Muezemî bû. Wê demê Umer û kesekî din bi navê Celal ji aliyê dezgehên asayişî yên îdareya Silêmaniyê ve radest Îtîlaata Îranê hatin kirin. Ev bûyer vedigere Hezîrana sala 2000î. + +Birayê wî Osman Kerîm Şerîf jî ev 13 sal in ku ji bo rizgarkirina birayê xwe di çûnhatinê de ye, ew dibêje: "Belgeyên me jî li ser bêtawaniya birayê min hene. Lê dadgeh guh nade wan. Bavê yê kuştî bi xwe li dadgehê got pêwendiya Umer bi kuştina kurê min nîne, bi min be wî azad dikim." Herwiha dadwer bi xwe jê re gotibû "Çawa destê min di kuştina wî mirovî de heye, wiha birayê te jî destê wî tê de heye." + +Dema ku Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê berpirsên asayişî yên Îranê ve tê darvekirin, li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xwepêşandan ji bo ragirtina cezayê darvekirinê û azadkirina girtiyên kurd tên rêxistin. Lê heta niha kesekî ji bo azadkirina Umer Şerîf xwepêşandana nerazîbûnê lidarnexistiye. + +Piştî derbasbûna 25 mehan ji girtina Umer ji aliyê dadgeha Sineyê ve, ew bi darvekirinê hate cezakirin, herwiha ji aliyê dadgeha giştî ve bi tawana kuştinê bi 15 salan zindan hat cezakirin. Umer ji dayika xwe re gotibû "berpirsên asayişê gef li me kirin û her wê şevê bi dest, ling û çavgirêdayî em radestî Îtîlaatê kirin." + +Roja 26.06.2000 Umer Kerîm birin asayişê. Lê piştî 8 mehan mirovên wî karîbûn wî bibînin. Îsmet Husên dibêje ku kurê wî jê re gotiye "li gor gotina berpirsên girtîgehê dosya darvekirina min li jora hemû dosyeyan e û dibe ku di nêzîk de bêm darvekirin." + +Nûnerê Partiya Sosyalîst li Tehranê, Mela Luqman Letîf, ku dibêje ev demeke dirêj e ew bi dosyeya Umer ve mijûl e, behsa wê yekê dike ku 2-3 kesên îranî yên nêzîkî kesê kuştî şehdebûn li ser Umer dane: "Lê heta niha hewla darvekirina wî bi hewla Partiya Sosyalîst hatiye ragirtin." Navborî herwiha dibêje ku çend caran Nêçîrvan Barzanî hatiye Tehranê û wî ev pirs ligel wî behs kiriye û sekretêrê Partiya Sosyalîst jî gellekî hewla azadkirina wî daye, "lê her dema ku bixwazin dikarin wî bidarvebikin." + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon gihişte paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku Ban Ki-moon berî bîstekê gihişte balafirgehê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin. + +Biryar e Ban Ki-moon di vê serdana xwe de ku tenê yek rojê didome, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. + +Herwiha Ban Ki-moon dê serdana kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê jî bike. + +Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hate Iraqê û li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanên Qamişlo dê roja çarşem û pêncşemê li dijî girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî derkevin xwepêşandanê. + + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh berî nîvor di dema amadekirina raportekê li ser roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê (Emin Dewle) ve hat girtin û heta niha nehatiye berdan. + + +Girtina Pêşewa Behlewî di medyayê kurdî, erebî û cîhanê de û herwiha di nava çalakvanan de deng veda. + + +Li dijî girtina Pêşewa Behlewî, biryar roja çarşem û pêncşemê xwepêşandan li bajarê Qamişlo bêne lidarxistin. + + +Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) di daxuyaniyekê de girtina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ve û herwiha girtina çalakvanê Kurd Emîr Hamid ji aliyê asayişa PYDê ve şermezar kir. + + +SOZ di daxuyaniya xwe de bamg li rêxistinên siyasî, civaka sivîl, mafên mirovan û xortan kir ku roja çarşemê saet 2yê piştî nîvor bi dema Hewlêrê li cadeya Munîr Hebîb tevlî xwepêşandanê bibin û li dijî girtina çalakvanên dengê xwe bilind bikin. + + +Li aliyê din, Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) di daxuyaniyekê de girtina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û çalakvanan şermezar kir. + + +TCKê jî bang li hemû pêkhateyên civaka Qamişlo kir roja pêncşemê saet 2yê piştî nîvro li cadeya Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo derkevin xwepêşandanê. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, dê bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê re bicive. + +Şanda ku BDPê û HDPê di 11ê vê mehê de çû girava Îmrali û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Serokwekîlê BDPê Idrîs Baluken piştî hevdîtinê ji DÎHAyê diyar kir ku Ocalan bal kişandiye ser 3 mijaran ku ew jî ";muzakereya bi wate";, ";desteya şopandinê"; û ";şaxa huqûqî";. + +Baluken got ku ewê derbarê van her sê mijaran de bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bînin û pêşniyara 8 komîsyonan jî wê ji nû ve bigirin dest. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, roja hevdîtina şanda BDPê û HDPê ligel Hikûmeta Tirkiyê nehat zanîn, lê wê di nava vê heftiyê de pêk be. + +Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên muzakereya bi wate, desteya şopandinê, şaxa huqûqî, pêşniyara 8 komîsyonan, çûna şandên nû ji bo Îmralî, rewşa girtiyên nexweş û çend mijarê din dê bêne gotûbêjkirin. + +Şanda BDPê û HDPê dê daxwaz ji hikûmetê bike demldest gavan biavêje. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li bajarê Hewlêrê civiyan. + +îro sêşemê Ban Ki-moon di rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin. + +Ban Ki-moon destpêkê serdana kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê kir û di kongreyeke rojnamevaniyê de dilgiraniya xwe li hember rewşa koçberan anî ziman. + +Ban Ki-moon spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberan kiriye û got ku Herêma Kurdistanê pêgirê merên navdewletî bûye di pêşwazîkirina koçberan de. + +Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh hate Iraqê û li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêy ku ti zanyariyan bidin medyayê serdana xwe bo Îranê bi dawî anîn û vegeriyane Herêma Kurdistanê. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew serdan serdaneke taybet bû û ew şand ligel çend berpirsên peywedîdar civiya û di civînê de rewşa niha ya Iraq û navçeyên hat gotûbêjkirin, têkiliyên di navbera Hewlêr û Tehranê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên civînan bûn";. + +Nazim Debax sedema serdanê vegerande bandora YNKê û PDKê li qada siyasî ya Iraq û navçeyê û got ";YNKê û PDKê wek du hêzên sereke ne di avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq nû de û hikûmeta Îran û welatên navçeyê girîngiyê didin wan";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berpirsên Îran piştgiriya avakirina hikûmeteke berferh kirine û daxwz ji YNKê kirin ";gotara xwe bike yek"; û daxwaz ji PDKê kirine ";di kabîneya nû de cihê guncayî bide YNKê";. + +Ger li gor zanyariyên Rûdawê, şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bû û Fazil Mîranî û Azad Berwarî ligel bû, şanda YNKê jî ji Kosret Resûl Elî, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed pêk dihat. + +Şanda hevbeş a YNKê û PDKê roja yekşemê 12/1/2014 serdana Îranê kir û roja duşemê serdana xwe bi dawî anî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, serdana şandên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Îranê, ti pêwendiyek wê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê re nebûle çimkî her du şand ji bo çareseriya arîşe û kêşeyên nav YNKê çûne Tehranê. + +Pêr (12.01.2014) şandeke YNKê ku ji her du cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Berhem Salih û endama polîtburoya YNKê û hevjîna Talebnaî, Hêro Îbrahîm Ehmed pêk tê, çûbû Tehrana paytexta Îranê. + +Duh (13.01.2014) jî şandeke PDKê bi serokatiya cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê kir lê her du şand jî her duh û dûr ji çavên medyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê. + +Jêderekî ku haya wî ji civînên Tehranê heye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku serdana han bo yekxistina YNKê û nehîştina nakokiyên nav wê partiyê bûye. Wî jêderî her wiha anî ziman ku ew arîşe bi serperstiya Îranê û bi alîkariya PDKê hatin çareserkirin. + +Li gorî jêderî, her du cîgirên Talebanî û hevjîna wî li Tehranê rêkeftin bi hev re îmze kirin. + +Serdana şanda YNKê di medyaya îranî de deng veda lê gihîştin û vegerandina şandê pir bêdeng bû, çimkî yek nûçe jî li ser vegera şandê di meyaya îranî de nehat belavkirin. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax bêyî ku ti agahiyekî li ser naveroka civînên Tehranê bide, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew serdan, serdanek taybet bû ku endamên şandê bi hinek berpirs û rayedarên îranî re civiyan, di civînan de behsa rewşa Iraqê û deverê her wiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin. + +Nazim Debax anî ziman ku sedema ku Îranê gazî YNK û PDKê kiriye ew e ku her du partî di siyaseta Iraq û deverê de karîger in û wiha got: ";YNK û PDK mîna du hêzên serekî di damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê û avakirina Iraqa nû de rolek aktîf lîstine ji ber wê jî Îran û welatên ên deverê girîngiyê didin wan."; + +Lê li gorî agahiyên ku wî jêderî daye Rûdawê, civînên Tehranê ti pêwendiyek bi pêkanîna hikûmeta nû re nebûye û tenê bo çareserkirina aloziya nav YNKê bûye lê di kêleka civînan de behsa rewşa Iraqê jî hatiye kirin. + +Hat zanîn, şanda PDKê ji cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî pêk hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa gundên ser bi parêzgeha Ormiyê ve di metirsiyê de ye ji ber ku şêniyên wan gudan berdewam koçberî bajaran dibin û hin bi hin (hêdî hêdî) ew gund ji xelkê vala dibin. + +Cîgirê siyasî yê parêzgarê Ormiyê Îsa Qenberî dibêje ku koçberiya kurdan ji gundên derdora Ormiyê û ji gundên din ên kurdnişîn ber bi Ormiyê ve zêde bûye, herwih dibêje ku nabe xemsarî li himber vê pirsê hebe. + +Hejmara şêniyên gundên ser bi parêzgeha Ormiyê 3 milyon kesin ku 37.2% li gundan dimînin, li gor amaran, ji sala 1996an heta sala 2004an 7.1% ji şêniyên gundan koçberî bajaran bûne. + +Îsa Qenberî herwiha got: ";Pirsa koçberiyê ber bi Ormiyê ve bandoreke nerênî çêkiriye";, her li gor gotina Qenberî, peydabûna zemîna encamdana tawan û piştguhxistina şêniyan ji sedemên serekî yên vê pirsê ne. + +Herwih koçberiya gundnişînan ji gundên parêzgeha Sine jî bo bajaran berfereh bûye, bi awayekî ku ji sala 2006an heta sala 2007an rêjeya koçberiyê heta 7.3% bilind bûye. + +Hinek ji pisporan dibêjin ku bêkarî jî yek ji sedemên serekî yên li pişt koçberiyê ne, ji ber ku rêjeya bêkariyê li parêzgehên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bilindtir ji rêjeya bêkariyê li seranserê Îranê ye. + +Ji ber vê yekê, hikûmeta Îranê hewl dide bo peydakirina xizmetguzariyan bo gundnişînan da koçberî bajaran nebin, lewma dest bi pêdana qerzan bo avakirina xaniyan, avakirina dermanxane, dibistan û anîna enerjî û telefonê bo gundan kiriye, lê xelkên gundan van xizmeguzariyan bi qerebalxiya bajarn diguherin. + +Lê ev xizmeguzariyên ku hikûmeta Îranê pêşkêş dike tevaya gundan venagire. Pirsa koçberiya xelkên gundan ber bi bajarn ve li Îranê pirseke nû nîne, di sala 1960 de rêjeya gundnişînan li Îranê ji sedî 65 ji nifûsa giştî ya Îranê bû lê niha ev rêje bûye ji sedî 36, bi sedema koçberiyê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, diyar kir ku divê ji her bermîlek petrola Kerkûkê ku tê firotin 5 dolar jê ji Kerkûkê re were terxankirin. + +Parêzgeharê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, îro (14.01.2014) di daxuyaniyekê de ji hikûmeta Iraqê xwast, ji her bermîlek petrola Kerkûkê ku tê firotin 5 dolaran ji Kerkûkê re terxan bike. + +Dr. Necmedîn Kerîm, anî ziman ku Kerkûk gellekî pêwîstî bi piştevanî û geşedanê û cîbicîkirina projeyên bingehîn û zindî heye. + +Di daxuyaniyê de Dr. Kerîm wiha gotiye: ";Hêviya bi hikûmetê gellek e ku pêdiviyên Kerkûkê dabîn bike û derfetên me li ber çav bigire. Çimkî Kerkûkê di nav 2 salên borî de jêhatîbûnek di xerckirina bûdceyê de nîşan da."; + +Ev çend sal e Kerkûk di bin navê petro-dolarê de ku serê her bermîlek petrola Kerkûkê, nîv dolar ji wî bajarî re tê terxankirin, alîkariyê ji hikûmeta Iraqê werdigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di medyaya erebî û cîhanî de deng veda. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember, lê otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standin û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kirin û ew girtin û heta niha nehatiye berdan. + +Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kirine. + +Ji aliyê xwe rêxistinên xortan li bajarê Qamişlo biryar dane ku îro û sibe xwepêşandanê ji bo serbestberdana Pêşewa Behlewî û çend çalakvanên din ên kurd di girtîgehên rejîmê de saz bikin. + +Wan (Rûdaw/AA) –Bakûrê Kurdistanê bi taybet bajarên ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di werza zivistanê de gellekî sar dibin, ji ber vê yekê rûyê Gola Wanê cî bi cî qerrisî. + +Rûyê Gola Wanê cî bi cî qeşa girt. Perçeyên qeşayê li qeraxê navçeya Edremêta Wanê girt û pêl perçeyan ber bi nava golê ve dibin. Masîgir di nav perçeyên qeşayê de hewl didin ku masiyan bigrin. + +Serokê Fakulteya Berên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu YilêProf.Dr.Mustafa Sari, derheqê vê bûyerê de got, ji ber ku ava golê bi soda û şor e li gor ava şirîn zêde qeşa nagire. Dema ku germahiya hewayê dikeve bin sifirê li cihên ku ava şirîn dikişe, golqeşa digre. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Pêşewa Behlewî ku duh ji aliyê hêzên asayişa niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, îro (14.01.2014) derdora demjimêr 21:30 serbes hat berdan. + +Pêşewa Behlewî, piştî berdanê beşdarî bultena Koroj a Rûdaw TV bû û got ku ti êşkence lê nehatiye kirin di zindanê de tenê givaşa derûnî hebû. + +Herwiha Pêşewa da zanîn ku ew kirbûn zinadnekê ku ji 28 kesan pêk hatibû û piraniya wan xort bûn û ji hemû pêkhateyan hebûn, herwiha aşkere jî kir ku Sekreterê Giştî yê Rêxitina Asûrî li Sûriyê Gebriyêl Goriye Muşê jî di nav girtiyan de bû. + +Ji ber sedema girtinê jî, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wan bi hêceta wernegirtina moleta karê ragihandinê ew girtibûn. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, dema mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember, otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bibû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standibû û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kiribû û ew û şofêrê wî girtibûn. +Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kiribûn. + +Duhok (Rûdaw)- Grûpeke ciwanên bajarê Duhokê dixwazin sînorê Kurdistanê diyar bikin, lê ew wî karê xwe bi awayekî cuda pêk tînin. + +Ew ciwan li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, kampaniya çandina darên berû destpêkirine. + +Ciwanên Duhokê dibêjin ku dara berû dareke kurdî ye û nasnameya kurdistanîbûna wan navçeyan zêdetir derdixîne ber çavan. + +Kampaniya çandina darên berû dê ne tenê li navçeyên veqetiyayî be, lê belê dê li wan çiya û newalên ku şer tê de çêbûye û xwîn li ser rijiyaye jî bê destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê rêberê Îranê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê Mela Hesenî piştî zêdetirî 30 salî ji ser kar hat dûrxistin. + +Mela Hesen yek ji kesatiyên olî û siyasî yên parêzgeha Urmiyê bû. Navê wî Xulamreza Hesenî ye, lê her kes wî bi Mela Hesenî nas dike. Ew nêzîkî 35 salan e nûnerê rêberê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Ormiyê bû. + +Li gor nûçeyên ajansên Îranê, Mela Hesenî ji ber pîr û nexweş bû ji ser kar hat dûrxistin. + +Posta Mela Hesenî ne desthilateke cîbicîkar e, lê posteke bi hêz û xwedî desthilat e. Nûnerên rêberê Îranê li parêzgehan di danîna siyasetan û herwiha danîna berpirsan de jî rola wan heye. Ew çavê sax yê rêberê Îranê li parêzgehan e. + +Mela Hesenî destpêkê alîgirê Mehmûd Ehmedî Nejad bû. Lê di serdana dawiyê ya Ehmedî Nejad bo Ormiyê de, ew neçû pêşwaziya wî. + +Kurd Mela Hesenî wek kujerê xelkê sivîl ê Kurd tometbar dikin. + +Wî bi destê xwe kurê xwe kire qurbaniya baweriyên xwe. 2 kurên wî endamên Rêxistina Fîdayîyên Xelq bûn. Yek ji wan hat bidarvekirin û yê din jî piştî 6 salan di zindanê me, di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Sûriyê dibêje ew ji bo şerê grûpên çekdarî yên radîkal gotûbêjan bi îstixbaratên welatên Rojava re dike. + +Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ji BBC re got ";Berpirsên îstixbaratên welatên Rojava serdana Sûriyê kirin ji bo derbarê şerê grûpên îslamî yên radîkal de gotûbêjan bikin";. + +Miqdad diyar kir ku cudabûn di navbera berpirsên îstixbarata welatên Rojava û serkirdeyên wan yên siyasî de heye ku ew dixwazin Esed ji desthilatê dûr bixin. + +Zêdebûna hêza grûpên îslamî yên radîkal li Sûriyê metirsiyekê li cem welatên Rojava çêdike. + +Li gor aliyên opozîsyonê, destê rêjîmê di çêkirina van grûpan de heye ji ber ku ew tenê sûdê ji hebûna van grûpan werdigire. + +Ev çend heftî ne şer û pevçûn di navbera grûpên çekdarîn ên opozîsyona Sûriyê û çekdaêrn DAÎŞê yên girêdayî rêxistina Qaîde de berdewam in. + +Silêmanî (Rûdaw)- Li bajarokê Dukan ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve agir girte tankereke petrolê û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro serê sibehê li ser rêya Kilke Simaq-Dukan tankereke petrolê ji ber nemana stopa wê qulibî û pişt re agir girtiyê. + +Efserê ragihandina Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal ji Rûdawê re got ";Ji ber ku agir gelekî gur bû 6 tîmên me gihiştine cihê bûyerê";. + +Cemal aşkere kir ku di bûyerê de kesek şewitî û jiyana xwe ji dest da û herwihwa 9 otombêl şewitîn. + +Cemal bal kişand ku tankera petrolê ji çiyayê Kilke Simaq kete xwarê û qulibî û pişt re agir girtiyê û niha agir hatiye kontrolkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ragihand ku heta niha niha 10 hevalên di zindanên Partya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtî ne û nehatine berdan. + +Yekîtiya Siyasî ku ji partiyên Yekîtî ya Kurdistanê, el-Partî û her du partiyên Azadî pêk tê di daxuyaniyekê de got ";PYDê 12 hevalên el-Partî û Azadî, ku 2 ji wan azad in, dane dadgehên xwe yên ne rewa";. + +Di daxuyaniyê de navê her deh hevalên Azadî û el-Partî yên li cem asayişa PYDê girtî ne hatine aşkerekirin ku ew jî Saîd Îso, Siyamend Birîm, Ceger Hemo, Ehmed Sîdo, Şikirî Bekir, Heyder Bekir, Ciwan Qilinder, Resûl Îsmaîl û parêzer Idrîs Elo. Her wiha her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û kurê wî Mistefa Şêx Sîdê bêy amadebûn tên darizandin. + +Berdana girtiyên siyasî yek ji wan xalan bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê di 24/12/2013 de li bajarê Hewlêrê li ser li hev kirin. + +Piştî wê rêkeftinê, asayişa PYDê çend girtiyên siyasî yên endamên partiyên Yekîtiya Siyaî berdan, lê belê ew yekîtî dibêje ku heta niha 10 girtiyên wan û gelek girtiyên din ên Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî di zindanên asayişa PYDê de ne. + +Yekîtiya Siyasî ku çavlirê ye di vê mehê de her çar partiyên wê di nava yek partiyê de yek bigirin, di daxuyaniya xwe de got ku ew hevalên wan ";ev zêdetirî 2 mehane tên îşkencekirin û îhanekirin"; û bi tometên hazir têne tometbarkirin. + +Yekîtiya Siyasî tevî ku dariznadina hevalên xwe şermezar kir, bang li raya giştî ya kurdî, kurdistanî û hemû saziyên navdewletî û mirovî kir ku jib o berdana girtiyên di zindanên PYDê de bixebitin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Giştî ya Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku wan çalakvanên Kurd Emîr Hamid ne revandiye. + +Asyişa PYDê îro di daxuyaniyekê de got ku ku ti têkiliya wan bi bûyerên revandina mirovan re tine ye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di demên dawiyê de hin koman ciwanê bi navê Emîr Hamid ji bajarê Dirbêsiyê revandin, her wiha hêzên rejîma Baas jî hin ciwanên Kurd ji bajarê Qamişlo direvîne, lê ew ji raya giştî re radigihînin ku ti têkiliya asayişa PYDê bi van herdu bûyeran re tine ye. + +Asayişa PYDê herwiha got ";Berevajî vê yekê eger ku hêzên me li nêzî cihên bûyeran bûna dê parastina ciwanên Kurd bikira";. + +Asayişa PYDê diyar kir ku ew careke din ji radighînin ku ew ji bo ronîkirina bûyeran û naskirina cihê ku ciwanê Kurd Emîr Hamid û hemû ciwanên hatine revandin berpirsyar in. + +Emîr Hamid ku endamê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) e roja 12/1/2014 ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin. + +Rêxistina SOZ roja 13/1/2014 di daxuyaniyekê de got ku ";li gor zanyariyên wê yên hûr û piştrast, Emîr Hamid ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye revandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pirsa diyarkirina serokê lîsteya xwe li parêzgeha Hewlêrê yekalî kir û Newzad Hadî dê serokatiya lîsteya wê bike di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de. + +Li gor çavakniyên zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê îro endamê serkirdatiya xwe û parêzgarê niha yê Hewlêrê Newzad Hadî wek serokê lîsteya PDKê ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê destnîşan kir. + +Berî niha çend çavkaniyan ji Rûdawê re ragihandibûn ku lîsteya PDKê li Hewlêrê dê bêy serok be û rêzbenda navên kandîdên wê jî dê li gor alfebêyê be. + +PDKê herwiha Ziyad Kake Reza wek serokê lîsteya xwe ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê destnîşan kir. + +Biryar e roja 30/4/2014 hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bêne kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye ragihand ku Hevpeymaniya Niştimnaî ya Opozîsyona Sûriyê dijatiya kurdan dike û daxwaz ji ENKSê dike ku helwêsta xwe derbarê vê yekê zelal bike. + +YPGê di daxuyaniyekê de ku îro (15.01.2014) li ser malpera xwe belavkiriye dibêje ";Şerê me li Tila Hemîs û Til Birak ji bo têkdana pilaneke hêzên terorî bû ku dixwestin êrîşî deverên Kurdî bikin";. + +Herwih YPGê amaje dike ku ew pilan ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê ve hatibû amade kirin ji bo têkdana destkeftên ku kurdan li Qamişlo, Rmêlan û Tirbespiyê bidest xistine. + +YPG ragihand jî ku ";Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê dixawaz kurdan ji kongreya Cenêv2 û qadên navdewletî dûr bixe, ew li Heleb û Idlibê şerê DAÎŞê dike lê li navçeyên kurdî ew hevpeymaniyê bi DAÎŞê re pêk tîne da bi alîkariya dewleta Tirkiyê êrîşî navçeyên Kurdî bike";. + +Yekîneyên Parastina Gel ên ser bi PYDê ve bal dikşîne ku ";Encûmena Niştimanî ya Kurd beşek ji Hevpeymaniya Niştianî ya Opozîsyona Sûriyê ye, lewma pêwîste di zûtirîn dem de ENKSê helwêsta xwe himber biryara hevpeymaniya bi dijatiya gelê Kurd û saziyên wî, eşkere bike";. + +Herwiha YPGê ragihand ku eger ENKSê helwêsta xwe himber vê yekê diyar neke, dê ew ENKSê wek aliyekî beşdar di rijandina xwîna kurdan û dijatiya destkeftên kurdan bide zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyên ku ji rojavayê Kuridstanê dixwazin derbasî başûr Kurdistanê bibin ji Asayişa PYDê ji aliyê rojava ve pere ji wan tên standin, gelek caran dema ku nikarin derbas bibin neçar dibin ku vegerin, lê pereyên wan careke din li wan nayên vegerandin. + +Bi ragihandina vekirina deryê Sêmalka re di 6ê vê mehê de, gellek welatiyên Rojava berê xwe didin sînor ji bo derbasî Başûr bibin lê heta niha ev derî tenê li pêş haletên mirovî û derbas kirina alîkariyan vekiriye. + +Çalakvanekî ji Tevgera Ciwanên Kurd ji Rûdawê re ragihand ku, berî 3 rojan 2 çalakvanên keç ji tevgera wan xwestin bên Başûrê Kurdistan, û tevî ku perên derbasbûnê dabûn jî, ew derbas nebûn, neçar mane vegerin, dema ku vegeriyan, pereyên wan dîsa nehatine vegerandin. + +Di 24ê meha borî de, ENKSê û PYDê piştî çend civînan ku di bin serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê de û bi navebeynkariya parlamentera serbixwe ya Kurd Leyal Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr hatin lidarxistin, li ser çend xalan li hev kirin. + +Yek ji wan xalên ku her du aliyan li ser li hev kiribûn, vekirina deriyê Sêmalka bû ku biryar bû piştî ragihandina rêkeftinê bi 48 saetan bihatane vekirin. + + +Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan derbarê belge û daxuyaniyên MÎTê yên têkildarî bûyera kuştina her sê jinên Kurd li Parîsê de, xwest ku MÎT daxuyaniyê bide. + +Altan Tan derbarê mijarên di rojevê de li avahiya Parlamentoya Tirkiriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye yek ji krîza mezin ya siyasî jiyan dike û got ";Qirêjiya dewletê derketiye";. + +Tan bal kişand ku ji bo derketina ji vê krîzê pêwîstî bi destûreke demokaratîk heye. + +Derbarê daxuyaniya MÎTê ya têkildarî bûyera Parîsê û pirsa îmzeya li ser evrakê ya de, Tan got "; Ger ku ev belge neyên MÎTê bin yên kê ne? Destpêkê vê bêje. Ger ne yên te ne ev çi belge ne? Kê û ji kû derxistin? Ger ku tu vêya jî nebîne, bi mejiyê me nelîze, dikanê bigirin û biçin mala xwe?";. + +Îstixbarata Tirkiyê MÎT ew belgeya red kirin ku dibêje destê wê di bûyera kuştina her sê jinên çalakvan ên Kurd li Parîsê heye. + + + +Amed (Rûdaw)- Belgeyên taybet bi biryara ";ne şopandinê"; ya Dozgeriya Leşkerî ya derbarê komkujiya Roboskê gihiştin destê malbatan û parêzerên malbatan dê roja duşemê serî li dadgeha leşkerî didin. + +Ligel vê roja ku biryar gihişt destê malbatan, Ahmet Encu yê apê xwe di komkujiyê de winda kir, hat binçavkirin. + +Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Serfermandariya Giştî derbarê doza Roboskê de bi sedema ";kesên bi qisûr nehatine dîtin"; biryara ne şopandinê dabû. + +Hat ragihandin ku biryar duh gihiştiye destê malbatên qurbaniyên Roboskê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Velî Encu yê biryar bi rêya postayê wergirt diyar kir ku biryar îro gihiştiye destê wan û careke din heman êş jiyane û got ";Piştî biryara ne şopandinê zextên li hember me zêde bûne";. + +Velî Encu anî ziman ku têkildarî bûyera êrîşa li hember qaymeqam, Ahmet Enc ku di êrîşa bombebaranê de mamê xwe winda kir hat binçavkirin. Ahmet Enc piştî îfade da û şûnde dîsa serbest hat berdan. + +Alîkara Hevseroka Giştî ya BDPê Meral Daniş Beştaş ku di heman demê de parêzera malbatan e, da xuyakirin ku ji bo li hember biryara neşopandinê îtîraz bikin, ew xebatên xwe didomînin û wê roja Duşemê li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî îtîraz bikin. + +Beşdaş da zanîn ku ti hêviyên wan ji îtîrazê nînin tenê ji bo biçin Dadgeha Destûra Bingehîn û rêyên huqûqa hundir temam bikin neçar in îtîraz bikin. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li hêzên navdewletî kir ku şandeke serbixwe ya Kurdên Rojavayên Kurdistanê tevlî kongreya Cenêv2 bikin. + +KCKê daxuyaniyek derbarê kongreya Cenêv2 ku biyrare di 22yê vê mehê de bê lidarxistin belav kir û tê de xwest ku Kurd bi şandeke serbixwe tevlî kongreya Cenêv2 bibin. + +Banga KCKê berî lidarxistina Cenêv2 bi heftiyekê tê û di demekê de ye ku yekalîbûye ku şanda opozîsyona Sûriyê dê bi Serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye û ew Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) wek ";beşek ji rejîma Beşar Esed"; dide naskirin. + +Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed el-Cerba ya ku Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) yek ji pêkhateyên wê ye, berî niha tekez kiribû ku Kurd dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî Cenêv2 bibin. El-Cerba derbarê PYDê de jî got ku PYDê ligel şanda opozîsyonê tevlî kongreyê nabe û ";eger bixwaze dikare ligel rejîmê"; biçe Cenêv2. + +ENKSê ku ji 14 partiyên Kurd û gelek rêxistinên sivîl û ciwanan û herwiha kesatiyên serbixwe pêk tê, nûnerên xwe diyar kirine ji bo ku di nav şanda hevpeymaniya opozîsyonê de biçine Cenêvê, lê Hevserokê PYDê Salih Mislim ku patiya wî endama Desteya Hemahengiya Opozîsyona Sûriyê ye, di çend rojên borî de tekîd kir ku heta niha ji bo tevlîbûna kongreya Cenêv2 nehatine vexwendin. + +KCKê di daxuyaniya xwe de dibêje ku ";bêyî beşdariya Kurdan, pêkhatina Cenêv2 ji destpêkê dê ne rewa be";. + +Di daxuyaniya KCKê de hatiye gotin ku ";eger Kurd bi şandeke serbixwe beşdarî Cenêv2 bibe wê civînê xurtir bike. Lê eger beşdar nebin, wê ji destpêkê ve nehevgirtî, bêîrade, bê bandor be û neyê qebûlkirin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku serdana çend welatan bike, ber bi Ewropayê ve bi rê ket. + + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê bi hevaltiya şandekê duh êvarî bi mebesta serdankirina çend welatan ber bi Ewropayê ve bi rê ket. + + +Fûad Hisên aşkere kir ku Barzanî dê serdana çend welatan bike û ligel serok û berpirsên wan welatan gotûbêj bike. + + +Hisên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê dê tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) bibe ku biryar e rojên 22-25 vê mehê li Swêsra bê lidarxistin. + + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çarçoveya Korbenda Davosê de hevdîtinan ligel serkirdeyên beşdar pêk bîne û di çend semînarên derbarê rewşa aborî û siyasî ya Iraq, Kurdistan û navçeyê de amade bibe. + + +Ev cara duyê ye Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Korbenda Davosê dike. + + +Şanda ku hevaltiya Barzanî dike ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û hejmarek şêwirmend pêk tê. + + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) cara yekemîn e ku dê bi pergala hevşaredariyê tevlî hilbijartinên herêmî bibe. Hate diyarkirin ku namzedên BDPê yên Amed, Mêrdîn, Riha, Agirî û Wanê rasterast ji aliyê Serokê PKKê Abdullah Ocalan ve hatin diyarkirin. Sîstema hevşaredariyê jî dîsa li ser daxwaza Ocalan pêk hat. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên nava BDPê wergirtin, her çiqas biryar hatibû dayîn ku namzedên şaredariyan bi dengên endaman bêne hilbijartin jî, biryara 5 namzedên BDPê yên 5 şaredariyan rasterast ji aliyê Ocalan ve di hevdîtinên li Îmraliyê de hate dayîn. + +Ocalan ji bo ku pêşî li krîza nîqaşên li ser namzedan bigire jî sîstema hevserokatiyê pêşniyar kir û bi vê sîstemê re gelek pirsgirêk û arîşeyên li ser namzedan jî ji holê rabûn. + +Li gorî çavkaniyek ku nexwest navê xwe aşkere bike, Ocalan rasterast Hevserokê KCDê Ahmet Turk ji bo Mêrdînê, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak ji bo Amedê, Parlamenterê Mûşê Siri Sakik ji bo Agiriyê, Bekîr Kaya ji bo Wanê û Osman Baydemîr jî ji bo Rihayê neqand. + +Li gorî rêziknameyê û prensîpa BDPê kesek nikare 3 caran li ser hev bibe şaredar. Tim ev prensîp li pêşiya Baydemîr dihate danîn û dixwestin Baydemîr li gorî vê prensîpê careke din nebe namzed. Lê ji ber ku Ocalan Baydemîrî bo Rihayê pêşniyar kir, BDPê nikarî hêcetên ji bo Baydemîr careke din bo Rihayê jî rêz bikin. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) namzedên xwe yên navçeyên Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên HAK-PARê bi dest xistin, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevgî Moray weke namzed tê nîşandan. + +Herwiha Ji bo Şaredariya Rezan Vedat Dede, ji bo Şaredariya Sûrê Hasan Barak, ji bo Şaredariya Peyasê Alî Kizilay û ji bo Şaredariya Pasûrê jî Eşref Eren weke namzed hatin nîşandan. + +Namzedên navçeyên din ên Amedê jî dê heta çend rojan diyar bibin. + +HAK-PARê hemû namzedên xwe yên Bakurê Kurdistanê dê di 18ê vê mehê de li Otêla Lîlûzê ya Amedê di kongreyeke rojnamevaniyê de aşkera bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Xortekî li bajarokê Pîrmam ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve xwe xeniqand û xortekî din jî li Hewlêrê bavê xwe kuşt. + +Rêveberê ragihandina polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî saet 10:50 bi dema Hewlêrê xortekî bi navê Kawe Hisên di odeya xwe li malê de xwe xeniqandiye. + +Kawe di sala 196an ji dayikbûye û polsa 6 a amadeyî temam kiriy. + +Ebdilkerîm bal kişand ku hêzên polîs derbarê bûyerê de lêkolînê dikin. + +Herwiha di bûyereke din de, xortekî li bajarê Hewlêrê bavê xwe kuşt. Derbarê bûyerê de merivekî wî xortî ji Rûdawê re got ";Şeva borî saet 11.30 bi dema Hewlêrê, xortekî bi navê Niyaz Sabir Qadir ku sala 1985 jidayikbûye di dema paqaijkirina çeka xwe de guleyek ji destê wî derdikeve û bavê xwe ku di sala 1949an de ji dayikbûyî, kuşt";. + +Merivê Niyaz diyar kir ku Niyaz bi tenê 2 xuşkên wî hene û ti pirsgirêka malbatî di nava wan de tine ye û niha ji aliyê polîs ve hatiye girtin. + +Rêveberê ragihandina polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ragihand ku lêkolîn derbarê vê bûyerê de jî berdewam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wêneyeke nû yê Serokê PKKê Abdullah Ocalan hat belavkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di medyaya civakî de wêneyeke din ya Ocalan hat belavkirin. + +Hat gotin ku ew wêne li girtîgeha taybet a Tîpa F a Îmraliyê ji bo Ocalan hatiye kişandin. + +Ocalan di wêneyê de devliken derdikeve. + +Berê jî 5 wêneyên ku Ocalan li Îmraliyê bi şanda BDPê re kişandibûn hatibûn belavkirin. + +Roja 20/12/2013 wek cara yekem piştî girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de, hinek wêneyên Ocalan belav bûn. + +Di 24/12/2013 de BDPê 5 wêneyên ku bi Ocalan re kişandibûn belav kirin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Di Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê de, êdî daxuyanî û nameyên fermî dê bi her du zimanên kurdî û tirk bên nivîsandin. + +Li gorî lêkolîn û rapirsiyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye kirin, 71%ê xelkê wir bi kurdî, 24% bi tirkî, 8% bi siryanî û ermenî 4% jî bi erebî dipeyîvin. + +Li gorî DÎHAyê, li ser vê bingehê, şaredariya Sûrê ku sala 2005an biryar dabû projeya bi navê ";şaredariya pirzimanî"; ava bike, dê vê projê bi fermî bixe pratîkê. + +Derheqê vê xebatê de şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir ku ew wek rêveberiyên herêmî erka xwe dibînin ku pêwendiyên navbera pêkhateyên din ên navçe û bajêr xurt bikin û wiha got: ";Me jî wek şaredariya devera herî kevin ê Amedê xwast ku bi gelên xwedan çand û baweriyê cuda re bibin bira. Helbest destpêka her karî bi hezkirinê ye."; + +Demîrbaş ku ji ber projeya pirzimaniyê tê darizandin jî, da zanîn, li gorî biryara encumena şaredariyê ji vir û şûnde dê daxuyanî û nameyên fermî yên şaredariyê bi kurdî û tirkî bên nivîsandin û belavkirin. + +Germiyan (Rûdaw)- Di sala 2013an de encamdana tawanên cor bi cor li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve çûne, bi awayekî ku di 2013an de bêtir ji 1 hezar tawanan hatin tomarkirin. + +Li gorî agahiyên Rêveberiya Polîsên Germiyan, di sala borî de 53 otomobîl hatine dizîn û 1060 tawan li wê deverê hatine encamdan ku heta niha encamderên 259 tawanan nehatine zanîn. + +Rêveberiya polîsên Germiyanê her wiha da zanîn ku di nav wan tawanan de 11 zilam bi enqest hatine kuştin, 13 zilam bi şaşitî, 3 zilaman xwe kuştine, 8 kes bi werîs xwe xeniqandine û 11 kes jî di nava avê de xeniqî ne. + +Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina polîsên Germiyan, Hesen Mihemed dibêje ";Bi awayekî giştî tawan kêm bûye, lê çend haletên tawanê zêde bûne bi awayekî ku 11 haletên kuştina zilaman zêde bûye, 46 haletên bêrewiştî zêde bûye herwiha şer û pevçûn û xirabiya bikaranîna telefonên mobile jî zêde bûye";. + +Lê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê, Burhan Elî dibêje ku kuştina zilaman li Kurdistanê tê biçûkkirin, ";Me hawar kir ku rojane çendîn zilam tên kuştin, em dixwazin yasa serwer be heta em ji nakokiyên navbera eşîran rizgar bibin, lê kesî guh neda hawara me";. + +Burhan Elî herwiha got: ";Salane 400 zilam li başûrê Kurdistanê tên kuştin û piraniya haletên kuştinê enqest û biçek tên encamdan, çek bi asanî digihe destê her kesî û asantirîn kar li Kurdistanê kuştina zilama ne";. + +Her li gor amarên rêveberiya polîsên Germiayn, di sala borî de 140 haletên diziyê yên mezin, 13 haletên revandin, 193 arîşeyên bikaranîna telefonên mobile bi awayên xirab, 53 haletên bê rewiştiyê û 36 haletên sextekariyê hatine tomar kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên wê pirojeya ku pêşkêşî Kongrêsa Amerîkayê kiriye derbarê nasandina komkujiyên ku ji aliyê rejîma Beis ve li dijî gelê kurd hatiye kirin wek jenosîd, eşkere dike. + +Berî niha Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan hemû hewlên xwe dabû ji bo komkirina hejmareke mezin ji belgeyên li ser her du tawanên ku rejîma Beis li dijî kurdan encamp dabû. + +Piştî komkirina wan belgeyan wezaretê bi hevkariya peymangeha Temble ya Amerîkî derbarê komkujiyên Enfal û kîmiyabarana navçeyên başûrê Kurdistanê kiribûn piroje û ew piroje pêşkêşî Kongrêsa Amerîka kirin da ew jî ji aliyê xwe wek jenosîd pesend bike. + +Amerîka ku yek ji wealtên herdemî yê Konseya Asayişa Navdewletî ye, tê çavlirêkirin ku di demek nêzîk de wê pirojeyê pesend bike. + +Eger tawanên li dijî kurdan li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd li ser asta cîhanê hat nasandin, dê wê demê hikûmeta Iraqê hemû qurbaniyan qerebû bike. + +Di çend salên borî de jî, çendîn welatên cîhanê mîna Brîtanya û Swêdê bi awayên cuda qebûl kirine ku tiştê ku bi serê kurdan hatiye kirin jenosîd bû. + +Herwiha niha li her yek ji welatên Elmaniya, Fransa, Belcîka û Îtaliya hewl tê dayîn ku ew tawanên li dijî kurdan hatine kirin, ji aliyê wan welatan ve wek jensoîd bê qebûlkirin. + + +Taman Şakir (Qahire)- Tiştê ku bi serê wê keça kurd ya Rojavayê Kurdistan hat, gellek bi êş bû, lê ew sirûşta civaka girtî û paşketî ye ku wek nêçîrekê mamele ligel laşê jinan dikin. Tiştê ji wê bi êştir daxuyaniya rêveberê polîs bo dezgehên ragihandinê bû dema got: ";Wê keçê perdeya keçkaniyê ji dest ne daye";!. + +Gelo dibe ku tawaneke wiha mezin di perdeyeke biçûk de bê sîrordarkirin? gelo mayîna perdeya keşkaniyê êşên rûhî yên wê keçê çareser dike? Mixabin diyare ku beşeke mezin ji xelkên Kurdistanê mezinahiya jinê di wê perdeya keçkaniyê de dibînin. Ev ne tenê arîşeya Kurdan e, lê arîşeya wan civakên girtî û paşketî ye jî, ku kesên wê di her astekî xwendin û rewşenbîriyê de bin û bangeşeya azadî, mafên mirovan û jinan jî dikin, nêrîna wan ji bo jinê ji laşê wê derbas nabe. + +Laşê jinê bo heza sêksî, wek alaveke çêkirina zarokan, bo sivkatiyê û destdirêjiya sêksî, bo tolsitandin, şikandia kesayetiya jinê û malbata wê, bo lihevhatina eşîran di bûyerên xwîndariyê de. Heta niha piraniya zilamên kurd negihiştine wê astê ku jinê derveyî laş bibînin, ev nêrîna han rûbereke berfereh ji laiş û jiyana jinan dagîr kiriye. + +Laşê jinê heta niha madeyeke xave bo ";dibe"; û ";nabe";, bo ";qdexe"; û ";neqedexe"; ye. Ew nabeyên ku li ser laşê jinê hatine ferzkirin bi yasaya olî û sivîl jî girêdayê laşê jinan e, ji ber ku laşê wê ";şerm"; e û pêwîste biparêze û veşêre, eger kesên civakê jinê wek mirov bibînin ez bawer nakim ku dê karek bi vî corî bê encamdan. Raste tundûtîjiya sêksî diyardeyek cîhanî ye û ne tenê girêdayê Kurdistanê ye, lê tiştê ku li Hewlêrê çêbûyî, destdirêjî bû li ser laşê beşeke birîndar ji Kurdistanê. + +Li gorî raportên Netewên Yekbûyî ji sedî 50 ji destdirêjiya sêksî li himber wan keçan tê kirin ku temenê wan navbera 16 û 30 salî de ye û yekem ezmûna sêksî di jinan de destdirêjiya sêksî ye. Sedema wê jî vedigere bo nêrîna zilam a li himberî jinê. + +Ev nêrîna şaş bo laş sedemeke bo destdirêjiya sêksî ku rojane jin li seranserê welatên cîhanê de rûbirû dibin, lê rêjeya herî mezin ber şêniyên welatên Rojhilata Navîn bi taybet jî welatên Erebî ketiye. + +Jin tenê laş e yan mirov e û serê wê heye? Vê pirsê hevrikiyeke mezin di navbera wan kesên ku li jinê wek laş dinêrên û yên ku daxwaza maf û azadiyê ji bo jinan dikin, çêkiriye. Arîşeya jinê li Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar û dibe ku xewna civaka demokratîk bixe gorê. + +Heta jina Kurd azad nebe û civak bi çavê rêzgirtinê lê nenêre, Kurdistan azad nabe. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke ku pirsa zimanê kurdî li Sûriyê ketiye rojevê û bi taybet piştî ku hikûmeta Sûriyê biryar da ku xolên fêrkirina zimanê kurdî li Enstîtuya Bilind a Zimanan li Şama Paytext bên vekirin. +Li gorî raporteke televizyona Sûriyê hat gotin ku fêrkirina zimanê kurdî li Sûriyê wê bi tîpên erebî be, û ev pêşniyara Mihemed Tewfîq El-Botî , kurê melayê berê yê kûrd û navdar ê Sûriyê Dr. Mihemed Seîd Remedan El-botî bû. +Lê herdu mamosteyên zimanê kurdî yên ku di Enstîtuya Bilind de hatine qebûlkirin, Rênas Temo û Îsmetullah Remedan ku her du xelkê Qamişlo ne, pêşniyara El-Botî red kiribûn. +Dr. Rênas Temo ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku zimanê kurdî li Enstîtuya Bilind wê bi tîpên latînî be û wê li gorî korsên hînker, yên ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine danîn, bê fêrkirin. +Derbarê korsên hînker, Temo da xuyakirin ku ji 3 astan pêk tê ku asta yekemîn ji aliyê Samî Tan, Ronayî Onen, Mevlût Aykoç û Sadik Varlî ve hatiye danîn û got ku çawaniya danîna van korsan fêrbûna zimanê kurdî li ser xwendekaran asan dike. +Dr.Rênas Temo ku bi jibilî kurdî bi Erebî,Tirkî ,Almanî û Farsî jî dizane, got ku dema xola fêrkirina zimanê kurdî di Enstîtuya Şamê de 3 meh in ku di her mehê de astek tê xwendin û tomarkirin di xolê de bi 5 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 33 dolar) ye û piştî bidawîbûna xolê, wê ezmûnek hebe ji bo kesê serkeftî bawernameya kurdî ji Enstîtûya Bilind bidest bixe. +Temo destnîşan kir ku wan dixwest korsekî taybet bi xwe daynin,lê Enstîtûya Şamê ne amade bû ku bibe sponser. +Li ser pêwendiyên wan bi beşên din ên Kurdistanê re, Temo anî ziman ku têkiliyên wan bi ti zimanzan an saziyên zimanê kurdî li derveyî Sûriyê hê çênebûye û got ku ew bi hêvî ne ku beşên din ên Kurdistanê piştgiriya wan bikin. +Rênas Temo ji Rûdawê re got, tişta ku dihêle mirov matmayî bimîne ew e ku heta niha tenê xwendekarekî navê xwe ji bo xolên fêrkirina zimanê kurdî tomar kiriye. +Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşê ve korsên hînker li Rojava tên vekirin lê ti bawernameyên zimanê kurdî yên fermî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hê nehatine dayîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro (17.01.2014) li Istenbulê dicive ji bo diyarkirina helwêsta xwe ya dawî derbarê kongreya Cenêv2. + +Hevpeymaniyê di 5-6ê mehê de civîn xwe lidarxistibû ji bo hilbijartina serkirdatiyeke nû, ku têde Ehmde Asî el-Cerba serokê wê yê niha ji bo 6 mehên din hilbijart. + +Herwiha biryarbû ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di civîna 5-6ê mehê de biryara xwe ya dawî derbaê beşdarî yan ne beşdariyê di Cenêv2 de raghîne, lê ji ber nêrînên cuda nava hevpeymaniyê, derbarê vê pirsê,ti biryar nehat sitandin û civîna xwe wê demê ji bo îro paş xistibû. + +Cavlirê ye ku hevpeymanî di civîna xwe ya îro de, biryara xwe ya herî dawî derbarê beşdarî û ne beşdariyê di kongreya çareserkirina krîza Sûriyê, Cenêv2, de ku biryare di 22ê mehê de bê lidar xistin, raghîne. + +Çendîn car berî niha Encumena Niştmanî ya Sûriyê, ku grûpa herî mezin û sereke ye di nava hevpeyamniyê de, tekez kiriye ku ew tevlî Cenêv2 nabe, û gefa wê yekê xawriya eger hevpeymanî tevlî wê kongireyê bibe, ew dê xwe ji rêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê vekşîne. + +Ji aliyk din ve ";Desteya Hemahengiya Niştimanî"; ku bi opozîsyona navxwe ya Sûriyê tê naskirin, pêr (15.01.2014) rexneyên tund li Amerîka û Rûsya girtin û got: ‘‘Ew her du welat dixwazin opozîsyona Sûriyê neçar bike ku tevlî kongreyê bibe. Awayê danûstandina her du welatan ji bo lidar xistina kongreyeke ku dê çarenvîsa welat û gelekî diyar bike, ne cidî ye";. + +Herwiha Desteyê di daxuyaniya xwe de ragihand ";Li gor merc û pêşhatên niha em beşdarî kongreya Cenêv2 a derbarê Sûriyê de nabin";. + + +Ev demeke hinek kesên ku guman li ser wan hene, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gij dikin ji bo ku li dijî Tora Medyayî ya Rûdaw kar bike, ew jî ew kesên ku têk çûne û nikarin medyaya PKK bi pêşxînin, yan jî kesên bi gumanin di nava PKK bi xwe de. + +Di van rojan de, dezgehên medyaya PKK, gotareke yek ji wan kesên biguman belav kiriye, ku bi navê (Amed Dîcle) diniviîsne û kar dike. Di wê nivîsê de gellek derew rêz kirine, ji bo ku berdewam be di karê xwe yê gumankirinê de, piştî ku di nûneratîkirina televîziyona Roj TV de li dadgehên Danîmarkayê şikestin ji Roj TV re anî, niha nikare ti sûdekê ji bo PKKê hebe ji bilî derbelêdanê. Medyaya PKKê ku di destpêkê de bi medyayeke hevçerx û pêşketî dihate naskirin, niha ji ber nezan û bi gumanên wek Amed Dîcle di qeyraneke mezin de dijî, ku ji bo endamên gellek girêdayê yên PKKê jî ew medya ne balkêş e. + +Amed Dîcel gellek derew rêzkirine ku pêwîste berî her tiştî PKKê daxwaza ronîkirinekê derbarê wan derewan ji Amed Dîcle bike, û piştre lêkolînan ligel bike li ser wê fitnekirinê. + +Em li vê derê, berî ku bersiva Amed dîcle bidin, bi kurtî wê yekê dûpat dikin ku her dijatî û dijminatiyek ji aliyê karmendê ku şikestîxwar ên dezgehên medyaya PKKê li dijî Rûdaw hebe, ew tiştekî ji siyaseta Tora Medyayî ya Rûdawê himber PKKê naguhere, ew jî ewe: Em dijatiya PKKê û ti partiyeke din nakin, alîgiriya PKKê û ti partiyeke din jî nakin. + +Amed Dîcle dibêje, Rûdaw li Rojava û Bakurê Kurdistanê sivik bûye. Eger wiha ye çima tu û hevalên xwe ên şikestinxwarên di medyaya PKKê de helmeta reşkirina Rûdawê li ser rêsîverên malên Rojavayê Kurdistanê encam didin, ji ber ku bi neçarî li kanalên we yên vala binêrin. Piştre we bi xwe di gotarên pêşter de nivîsiye: ";Rûdaw di demeke kurt de bi asteke pîvaneyî bi awayekî berfreh deng veda";. + +Dereweke din ya Amed Dîcle ewe, ku me gotiye komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encamdan. Me li Rûdawê gotiye, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rojavayê Kirdistanê mîna ";Korya Bakûr"; kiriye û wisa kiriye ku guman li ser hemû tiştekî li Rojavayê Kurdistanê çêdibe bê. Piştre komîteya lêkolînan ya komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd piştî serdana Rojavayê Kurdistanê ragihand ku komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encam dan. Herwiha rojnameyên Îtaliya jî behsa nerastiya wan gotegotan kirin. + +Derweke din ku bûye sedema riswabûna Amed Dîcle ewe ku dibêje, Rûdawê grûpên ku êrîşî ser Til Hemîsê û Serê Kaniyê kirin bi ";Şoreşger"; û ";Canbexteweriya şervanên YPG"; wek dijminan belav kiriye û ev dereweke gellek mezine û em jê daxwaz dikin bila nîşan bide ka me ji kîjan grûpê re gotiye şoreşger. lê em ji ti kesî re jî nabêjin şehîd di nûçeyên xwe de. + +Diyare ku ji dema ku Amed Dîcle li Ewropayê dijî Rojnameyek Ewropî yan televîzyoneke Ewropî neşopandiye, eger na wê zanibe ku terîmên mîna şoreşger û şehîd di têgehin ku di nûçeyên medyaya profesyonel de cih nagirin, ew her du têgeh tenê di medyaya hizbî de tên bikaranîn. + +Amed Dicle dibêje ku Rûdaw li dijî ";Rêkrftina Hewlêrê"; û xwebirêvebirinê kar kiriye. Jixwe ev, paradoksek gellekî sosret e, ji ber ku rêkrftinameya Hewlêrê bingeha rêveberiyeke hevbeş ji bo Rojavayê Kurdistanê danî, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li şûna wê rêveberiyeke yekalî drust kir. Em ne li dijî rêkeftin û îdareyekê ne, lê em devê kesî ji rexnegirtinê nagirin di cîb cîkirin rêkeftinameya Hewlêr û tekalîbûna îdareya xweser ya PYDê. + +Her wiha behsa dergehê Sêmalka dike, ku Amed Dicle û hevkarên wî wek derewkertirîn kes li wir derketin. Ji ber ku ew dergeh ji aliyê Başûr ve dihat vekirirn, digotin ji b o mebesta ku xelkên Rojavayê Kurdistanê zêda xaka xwe vala bikin, ku tenê ji bo alîkariyên mirovî dihat vekirin, digotin abloqe dixin ser Rojavayê Kurdistanê, ku PYDê digirt, bêdeng dibûn. Lê Rûdaw pêşeng bû di belavkirina nûçeya girtina wî dergehî ji aliyê PDK û PYDê ve herwiha vekirina wê ijî, êdî car caran di çavlirêkirina rezamendiya Şamê de bo vekirina dergeh, ligel wê yekê ku PYDê di civînên vê dawiyê li Hewlêrê biryar da ku veke, lê heta rizamendî ji Şamê nehat, nehate vekirin. + +Êdî Amed Dîcle dinivîsîne ";Gelo karmendên wê televîzyonê eqlê hemû temşevana wel eqlê xwe dizane";. Nexêr em bi zaniyariyê rast rêz li temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe digrin. Lê hûn sextekariyê li gel partiya xwe dikin û wiha xwe dibînin ku êdî hûn tenê hene û eger derewan jî lê bikin her ji we bawer dikin. + +Jixwe dibêje ";Rûdaw herdem wek medyayeke Tirk dixwest PYDê wek alîgirê rejîmê nîşan bide";, em vê yekê ji bo raya giştî û xelkên hişiyar ên Rojavayê Kurdistanê dihêlin, ligel wê ku ne karê me ye, hewlêst li ser wê yekê bigrin bê kî ser bi kî ve ye, karê me ew e ku zaniyariyan di wê derbarê de bidin xelkê. + +Dibêje Rûdaw ";Behsa sedan kesên sivîl ên Kurd nekir ku li Helebê ji aliyê Esed ve hatin kuştin. Behsa şerê şervanên YPGê ligel hêzên rejîmê nekir";, spas ji bo Xweda ku dîmenên vîdyoyî yên peyamnêrê Rûdawê di nav şerê Helebê û li tenişt çekdarên opozîsyon YPGê vê derewa Amed Dîcle spî dikin. Her wiha dinvîsê ";Eger hûn li dijî rejîmê ne, çima hûn behsa komkujiya Kurdan ji aliyê rejîmê ve nakin?";, car din li vê derê Amed Dîcle nezanebûna xwe nîşan dide, ji ber ku Rûdaw wek dezgeheke medyayî ji bo hilweşandina kes, alî û dewletkê nehatiye damezrandin, û di heman demê de ne ji bo ciwankirinê ye jî. Herwiha me hemû komkujî belav kirine , komkujiya Amûdê û serdana Wezîrên Sûriyê bo Qamişlo jî. + +Êdî bi awayekî dûr ji hemû êtîkan û berovajî hemû moraleke mirovî dinvîse ku me himber kuştina çekdarên PYDê gotiye ";bila bimrin ji ber ku hevkarên Esed in";, eger derewan nake bila nimûneyekê wek belge bo hemêçû gelê Kurd belav bike, eger na rûyê xwe reş bike û êdî careke din rûyê xwe nîşanî gelê Kurd nede. Divê Partiya Karkerên Kurdisnaê (PKK) jî, te wek kesekî fitneker û biguman ji medyaya xwe dûrbixe. + +Êdî dinivîse ";Bêjerekî Rûdaw wek kesekî qeşmer di nav xelkê de tê naskirin û navê wî (D.Dana)ye tê û li dijî televîzyona Roj TV wek şahidekî veşartî îfade dide. Ew kes ji bo ku Roj TV bê girtin bû sîxorê dewleta Tirk";, ne tenê bêjer, ti kesek li hemû Rûdaw nîne bi navê (D.Dana) eger wî bi xwe D.Dana dirust kiribe, ji ber ew bi xwe jî baştir dizane bê çawa doza televîzyona Roj TV şikand. Jixwe dibêje ";Li Bakûrê Kurdistanê weşana bi zimanê Kurdî tenê bi rêya dewletê ve azade, lê dewleta Tirk li ser heyva xwe ya destkird mafê weşanê dayê Rûdawê, gelo ew di himberê çi de ye?";, ew jî dereweke din ya şaxdare, ji ber ku hevalê bi guman ên Amed Dîcle bi xwe belav kirine, ku Rûdaw çûye şûna televîzyona wan bi navê (Dîcle) li Turksat de, niha jî bi wî awayî derwe dike, jixwe hemû ew kesên ku li ser Turksatê li Rûdawê dinêrin, dizanin bê çiqas serbilindin bi televîzyoneke ast bilind wek Rûdawê, ku serî Amed Dîcle di niştîmanperwerî û pîşeyîbûnê de nagih çokê wan kesên ku li Rûdawê kar dikin. Ku mixabin Amed Dîcle, di nivîsekê de karmendên Rûdawê bi kûçikan dişibîne û dibêje, eger Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ligel aramiyê de ye ";çima hestiyan davêje pêşiya wan û wan kesan li ber dergehê xwe xwedî dike";. + +Her wiha dinivîse di doseya terorkirina sê endamên PKKê li Parîsê, Rûdaw babetên xwe ji rojnameya ";Zaman"; ya Fethullah Gulen wergirandine, ew jî ne raste, ji ber ku peyamnêrê Rûdawê yekser piştî wê bûyerê berê xwe da Parîsê û ji wê derê raport ji bo Rûdawê dişandin. + +Jixwe dinvîse piştî hatina Rûhanî li ser kar, Rûdawê alîgiriya Îranê dike, ew jî dereweke din a sosret a Amed Dîcle ye, hemû kurd dizanin ew derewan dike. + +Êdî dibêje, Rûdaw dujminê kurd e ji ber ku ew tiştên nerast kirine. Bi kêfxweşî Kurd berovajî Amed Dîcle hizir dike, ji ber ku Kurd îro gellekî hişiyare, û nefretê jî li derewçiyên wek Amed Dîcle dike. + +Ji ber vê jî, em daxawz ji serkirdayetiya PKKê dikin ku kampanyaya reşkirina Tora Medyayî ya Rûdaw, li dezgehên xwe yên medyayî rabiwestîne, ji ber ku ji aliyê yasayî ve tawaneke mezine, û parastina canê hemû karmendên Rûdawê dixe stûyê PKKê de. Her wiha em dupat jî dikin, Rûdaw ne li dijî PKKê û ti aliyekî ye, lê Rûdaw dezgeheke medyayî û pabende bi bingehên pêşeyî di pêşkêşkirina xizmeta belavkirina zaniyariyan de ye. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +17.01.2014 + + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveberiya KCKê Sebrî Ok, ji televîzyona Rûdawê dike li dijî dujminên kurd xebat bike. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bersiva Ok dide. + +Sebrî Ok, ku yek ji berpirsên berbiçav ên PKKê ye û nêzîkî 20 salan di girtîgehê de maye, di daxuyaniyekê de bo medyaya PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje: ";Gelê Rojavayê Kurdistanê nîşanî hemû kesî dide ku ti hêzek nikare şoreşa Rojava ji nav bibe."; Ok, her wiha dibêje, ";Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir şoreşa xwe ber bi serkeftinê ve dibe û dê bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijî";. + +Wî endamê serkirdetiya PKKê di beşek din a gotinên xwe de behsa girîngiya beşdarbûna kurd di civîna Cenêv2 de dike û wiha tîne zimen: ";Divê pêgeha demokratîk a kurd di civîna Cenêvê de were pesendkirin"; û daxwaza ji hemû gelê kurd dike bo vê yekê bikevin nav liv û tevgerê. +Opozîsyona Sûriyê û hinek welat naxwazin PYD bi navê opozîsyonê beşdarî civîna Cenêvê bibe. hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku hêza serekî ya opozîsyona Sûriyê ye, dibêje, ew dê hinek nûnerên ku ji ENKSê di nav şanda Hevpeymaniyê de bibin civîna Cenêv2 ku biryar e 23ê vê mehê li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê were lidarxistin. +Sebrî Ok, di axaftinên xwe de bi awayekî fireh behsa televîzyona Rûdawê jî dike û dibêje, ";Îro li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek demokratîk serdest e. ji ber wê jî yên ku dibêjin PYD û TEV-DEM tenê xwe qebûl dikin û yên din qebûl nakin, tenê propaganda ye û rast nîne, Rûdaw TV di nav propagandayeke dijber de ye. Li hember şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bedelên mezin hatiye afirandin, Rûdaw TV heta niha tiştekî baş bo xizmeta şoreşa Rojavayê kurdistanê negotiye. Karê wê dezgehê tenê reşkirin û bêhurmetî ye."; + +Ok daxwaz ji Rûdawê dike û wiha dibêje: ";Divê Rûdaw TV li dijî dujminên kurd xebat bike û bo berjewendiyên kurdan propaganda bike."; + +Berdevkê Tora Medyayî ya Rûdawê Fazil Necîb, radigehîne ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî giştî dizanin Rûdaw çawa bûye neynika rastiyên bûyerên Rojavayê Kurdistanê. Helbet hinek caran ev rastî bi berjenwendiyên hinek hêz û partiyan re nagunce lê bi rastiyê re digunce ku ev jî tam berjewendiyên hemû gelê kurd e. + +Fazil Necîb, ji Sebrî Ok re wiha gotiye: ";Tora Medyayî ya Rûdawê ji birêz Sebrî Ok re radigehîne ku karê me veguhestina bûyer û rastiyên derbarê hemû beşên Kurdistanê û cîhanê bo temaşevan, guhdar û xwendevanên kurd e. ji ber wê jî ev kar nebe bibe sedema nerazîbûna ti hêz û aliyekî. Em li gorî pîvanên karê xwe yê profesyonel, dujminatî û alîgiriya ti kesî nakin."; + +Dêrsîm (Rûdaw) – Di van rojan de li ser kuştina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar li Bakur û li Tirkiyê gotûbêj dîsa germ û gurr bûn. Çend roj berê, Hevseroka Giştî ya BDPê, Saloxgeriya Emniyeta Giştî ya Tirkiyê mîna hêza li pişt vê bûyerê destnîşan kiribû, piştre tomareke dengî li torên civakî yên înternetê hatin belavkirin ku tê de ‘tawanbar Omer Guney bi endamên MÎTê re diaxive’. Li aliyê din li Tirkiyê di navbera hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Cemaat Gulen (Tevgera Xizmetê) de rikaberî û milmilaneyekê ji 17ê Kanûna borî ve dest pê kiriye bi germî berdewam dike. Ku di vê milmilaneyê de ‘Cemaat xwedî li Emniyeta Giştî ya Tirkiyê’, ‘hikûmet jî xwedî Rêxistina Saloxgeriyê ya Netewî MÎTê derdikeve’. + +Di nava vê rojeva germ û gurr a Tirkiyê de di salvegera bûyera Parîsê de, xalê Sakîne Cansiz Huseyîn Yildirim ji Rûdawê re axivî. Şopînerên Rûdawê dê îca jî hûrguliyên vê bûyerê ji yek aliyê vê komkujiye bibihîze. + +Yek ji damezirênerên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê Sakîne Cansiz digel endama Kongreya Netewî ya Kurdistan KNKê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Înformasyona Kurdistanê ji aliyê kujerê bi navê Omer Guney ve bi sûîqestekê hat kuştin. +Xalê Sakîne Cansizê, Huseyîn Yildirim ji Rûdawê re ragihand ku digel ku bi ser kuştina Cansiz û hevalên wê de salekê derbas bûye, lê heta niha ";daxuyaniyeke pêbawer"; nehatiye dayîn. Yildirim di vî warî de wiha axivî: ";Tê gotin ku hinek dengên tomarkirî yê kujer hatine bidestxistin."; + +Yildirim, ne berê niha eşkerakirina van dengên tomarkirî bi xwepêşandana Parîsê ya di 9ê vê mehê hat lidarxistin ve girê dide û wiha pê de diçe: ";Piştî ku bi sed hezaran Kurd herikîn Parîsê û li wir xwepêşandanekê li dar xistin, Firansa neçar ma hinek tiştan eşkera bike. Wezîrek Firansayê derket qala vê tomara dengî kir. Niha em jî li ser navê gelê Kurd û mirovatiyê li hêviya ronîkirina vê komkujiyê ne. Kî li pişt vê komkujiyê hene, divê bên ronîkirin û eşkerakirin."; +Yildirim, anî zimên ku heta niha tişteke zelal li ber destê wan bi xwe tune; lê belê li aliyê din ew jî angaşta Hevseroka BDPê Gultan Kişanak wiha dubare dike û hinek tiştên din lê zêde dike: ";Tê gotin ku têkildarê komkujiyê dosyeyekê li ber destê Serokwezîr Erdogan heye. Tê gotin ku hinek delîl û nivîs û peyam di vê dosyeyê de hatine komkirin. + +Di van demên dawî de jî tomareke deng derketiye ku têkiliya tawanbar Omer Guney bi Rêxistina Saloxgeriya Netewî ya Tirkiyê MÎTê re heye. Her yek dibêjin min nekiriye, filan kesê kiriye, li pişt vê bûyerê filan kes heye."; +Yildirim bi awayekî din jî nêzîkî van angaştan dibe û di vî warî de wiha diaxive: ";Şeva kuştinan, heta sibê kujer bi rêya telefonê ji Tirkiyê bi sedan kesî re diaxive. Tomarên van pêwendiyên bi telefonê pêk hatine, ka li ku ne? Ev tomarên hanê nayên derxistin. Saziyên peywendîdar ên Firansayê dibêjin ku ‘Me daxwaza van pêwendiyana ji saziyên Tirkiyê kirine’, lê ji Tirkiyê dosyeya van zanyariyana nayê. Gelo Serokwezîr Erdogan dixwaze li ser xwîna me siyasetê bike? Tenê dema navbera hikûmeta AKPê û cemaata Gulen xirab dibe, dê qala dosyeyê bike? Ger hikûmet û serokwezîr bi rastî jî mafnas û dadperwer in û alîgirê aştiyê ne, li pişt bûyerê kî derdikeve bile derbikeve, bila demildest vê dosyeyê eşkera bikin."; +Li ser pirsa Rûdawê ya gelo çima Firansa vê bûyerê eşkera nake, xalê Sakîne Cansizê Huseyîn Yildirim wiha bersiv da: ";Dibe ku Firansa bi xwe jî di nav bûyerê de be. Kî dizane, dibe ku tiliya Firansayê jî di nav vê komkujiyê de hebe. Di vî warî de heta niha Firansa tenê vê hincetê derdixe pêş, ‘Me ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku zanyariyên wan pêwendiyên telefonî ji me re bişînin, lê Tirkiye van zanyariya bi me re parve nake’."; +Li gorî Yildirim, Firansa paşxana/backgrounda kuştinên Parîsê dizane. Yildirim, di vî warî de got, ";Bûyer, li kolana herî qelebalix a paytext Parîs pêk hat. Li her derên vê kolanê kamera hene. Saloxgeriya Firansayê bi hêz e. Bixwaze dikare vê bûyerê bi her awayî ronî bike. Saziyên Firansayê destpêkê diyar kirin ku çar kes di wesayîtê de bûne û van çar kesana şeva komkujiyê bi sedan pêwendiyên telefonî çêkirine. Guman heye ku peyayên saloxgeriya Firansayê di nava wan çar kesan de hebe. Heta paşxana bûyerê neyê eşkerakirin, her şik û guman dikeve dilê mirov, her guman tê hişê mirov."; + +Gelo angaştên Hevseroka BDPê Gultan Kişanak ku gotibû, ";Li pişt komkujiya Parîsê, Saloxgeriya Emnîyeta Giştî ya Tirkiyeyê heye";, di nakokî û milmilaneyên hikûmet AKP û cemaata Gulen de nayê wateya piştgirtina hikûmetê? Ev pirsa ku li ser navê Rûdawê arasteyî Yildirim kir, bersiv wiha bû: ";BDP pişta yekî jî nagire. Li gorî BDPê yek ji yekî xirabtir e."; +Gelo egera wê yekê heye ku ev kuştin şexsî pêk hatibe? Li ser vê pirsê Yildirim wiha bersiv da: ";Armanca vê komkujiyê tevgera jinan bû. Ez bi ti awayî bawer nakim ev bûyer bi awayekî şexsî pêk hatibe. Vê tevgerê jina Kurd rakir ser ling û piyan. Jinek nû ya Kurd afirandin. Jinên ku duh li ser sifreyê jî şûna wê tunebû, li hundir û derve nikaribû biaxive, niha pêşengên civakê ne, jinên Kurd hatin wê astê ku niha çarenûsa netewî diyar dikin. + +Li aliyê din di heman demê de ev komkujî ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê pêk hatiye. Ev berik û gulleyana di kesayetiya her sê jinên Kurd de, bera aştiyê dan. Ji ber ku bi aştiyê re dê bertîl û rantên şerxwazan ji nav biçe. Ev aliyên rantxurên şer û şerxwaziyê wekî sala 1993yan bi pirovakasyonekê çawa bi kuştina 33 leşkeran hevdîtinên aştiyê têk bir, xwastin bi komkujiya Parîsê jî pêvajoya aştiyê têk bibin. Lê belê gelê Kurd bi rik û înad dibêje, ‘Êdî bes e, em ê vê pêvajoya aştiyê bi ser bixin’."; +Yên ku naxwazin pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, kî ne? Li gorî Yildirim, li Tirkiyê ‘dewleta kûr’ hê jî heye û wiha pê de diçe: ";Di nava dewletê de hê jî pêkhateyeke kûr heye. Dewleta kûr, di nava dewletê de wekî rêxistinekê hebûna xwe didomîne. Ev rêxistina kûr nijadperest e û naxwaze pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Ti caran dewleta kûr nexwastiye şer biqede û welat geş bibe. Dewleta kûr her tim ji vî welatî re dijminatî kiriye. Her dem ji bo vî welatî ziyanbexş bûne."; +Ma Tirkiye bi dozên wekî Ergenekon û Balyozê ji dewleta kûr pak nebû? Li ser vê pirsê Yildirim hinek jî bi qerf wiha got: ";Dewleta kûr herî zêde di dema Tansû Çîllerê de eşkera bûye. Di serdema Çîllerê de ji bo rantxuriyê efserên artêşê hevdu dikuştin. Ev tiştên ku di çarçoveya dozên Ergenekon û Balyozê de tên qalkirin, di nava deryayekê de dilopekê ye."; +Yildirim di dawiya hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re wiha qala bendewariyên xwe kir: ";Bendewarî û hêviya min ev e ku Tirkiye û Fransa têkildarê komkujiyê çi belge li ber dest hene, eşkera bikin. Divê hêzên pişt vê komkujiyê bên ronîkirin. Ger ev yek neyê kirin, ji bo min hikûmetên Tirkiye û Firansayê dibin berpirs."; + +Herwiha Yildirim got ku di ronîkirina komkujiyê de berpisyariya PKKê jî heye û wiha pê de çû: ";Berpirsyariya PKKê lêkolîn û lêgerîn e. Ewqas komele û rêxistinên Kurdan li Ewrûpayê hene, divê di vî warî de lêkolînan bi pêş bixin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, eger kêşe û pirsgirêkên gola Zirêbarê ya ku nêzîkî bajarê Merîwanê ye, neyên çareserkirin gol dê di nav 10 salan de bi tevahî zuha bibe. + +Gola Zirêbarê ku nêzîkî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, mezintirîn gola ava şirîn ya cîhanê ye lê di van salên dawiyê de rastî qeyrana zuhabûnê hatiye. Heta niha hinek tişt bo çareserkirina kêşeyên golê hatine kirin lê berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine Erselan Ezharî, dibêje, ew gavên ku hatine avêtin têrê nakin. + +Li gorî Ezharî gola Zirêbar li ber mirinê ye û ev jî tê wateya karesatek din e ku bi pêsîra jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û bedewî û delaliyên Rojhilatê girtiye. + +Erselan Ezharî, diyar dike ku qamîşên nav gola Zirêbar roj bi roj zêde dibin, eger ev rewş bidome heta 10 salên din gola Zirêbar namîne, her wiha çavkaniyên ava Zirêbarê jî kêm bûne ji ber ku niha ava ku dirije golê kêm bûye û divê ev çavkanî bên paqijkirin. + +Gola Zirêbar 3 km dûrî bajarê Merîwanê ye û deverek girîng bo rakişandina tûrîstan e û yek ji seyrangehên navdar ên Rojhilatê Kurdistanê ye. + +Ava golê hemû ji kaniyan derdikeve û qet ava çêm nakeve nav golê, ji ber wê jî xelk jê re dibêjin gola efsaneyî û tijî sirr û çîrok. + +Li nav gola Zirêbarê, bi dehan zîndewerên avî dijîn her wiha cihê jiyana gellek corên balinde ye. Mirina gola Zirêbar nîşana guhertinek mezin di ekosîstema deverê de ye. Gola Zirêbarê di werza zivistanê de dibe bûz û diqerrise û ev jî dîmeneke bedew a din e. + +Berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine, dibêje, bo rizgarkirina gola Zirêbarê hinek tişt hatine kirin, averoyên gundên derdora Zirêbarê hatine komkirin û tên parzûnkirin lê ev gav bo rizgarkirina golê têrê nakin. + +Li gorî wî berpirsê parêzgeha Sine, divê gola Zirêbarê wek ";zingav"; di konvansiyona bajarê Ramserê yê Îranê de bê tomarkirin û him li nav welêt û him li derveyî welêt bûdceyek taybet bo rizgarkirina wê were terxankirin, ji ber ku eger Zirêbar wek zingav were tomarkirin dê rizgar bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê hêzên pasdarên Îranê li bajarê Neqede yê parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi tundî gef li wan parlamenterên kurd kiriye ku di nameyekê de ji Serokomar Hesen Rûhanî xwastibûn çalakvan û rojnamevanên kurd ên bi navên Mesûd û Xesro Kurdpûr bên berdan. Wî pasdarî her wiha her du çalakvanên kurd wek ";dijberê şoreşa îslamî ya Îranê"; dabû nasîn. + +Beriya niha parlamenterên bajarên Neqede, Mihemedyar û Şino di nameyekê de ji serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwastibûn, çalakvan û rojnamevanên kurd ên Mehabadî, Mesûd û Xesro Kurdpûr ku par bi hêceta dijberiya rêjîmê hatin girtin, bên berdan. + +Li hember vê yekê, fermandeyê hêzên pasdarên Îranê li bajarê Neqedê bi tundî êrişî wan parlamenterên kurd kiriye û wiha gotiye: ";Yên ku name ji serokomar re şandine bo berdana mirovên dijberê şoreşê û asayişa niştimanî, ma baweriya wan bi serxwebûna darazê nîne?"; + +Tê gotin, parlamenterên kurd beriya 4 mehan ew name ji Rûhanî re nivîsandine lê dijberiya niha ya wî bermandeyê pasdaran çavkaniya xwe ji nakokî û hevrikiyên niha yên navbera azerî û kurd li parêzgeha Ormiyê digire. + +Heta niha 6 parlamenterên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û bi dehan kesayetên siyasî û sivîl ên Rojhilat her wiha saziyên sivîl û mafên mirov û Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê, rêxistina rojnamevanên bêsînor, federasyona navdewletî ya rojnamevanên azad û raportorê NY bo rewşa mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd, daxwaza berdana her du birayên Kurdpûr kirine. + +Çalakvan û rojnamevanên kurd ên xelkê Mehabadê, Mesûd û Xesro Kurdpûr, sal û nîvek berê û bi tohmeta belavkirina nûçeyên xelet û dijberiya komara îslamî ya Îranê bi 9 sal û 6 meh zîndan û sirgûn hatin mehkûmkirin lê wan çalakvanan tohmetên han red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê de, Omran Elî Mihemedî, diyar kir ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî û rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metre kûp gaza sirûştî tê derxistin lê hîn Îlam belengaztirîn û paşketîtirîn parêzgeh e. + +Li gorî malpera fermî ya Îranê, nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê Omran Elî Mihemedî, di civîna roja 15ê Çileya îsal a parlamentoyê de li ser rewşa parêzgeha Îlamê axaftinek kir û diyar kir ku li parêzgehê 12 core madeyên kanzayî hatine naskirin û ragihand, parêzgeha Îlamê di warê hebûna çavkaniyên binerd û sirûştî de gellekî dewlemend e. + +Omran Elî Mihemedî, anî ziman ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî her wiha rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metrekûp gaza sirûştî tê derxistin lê ji ber xemsariya hikûmetê parêzgeha Îlamê hejartirîn parêzgeh e. + +Elî Mihemedî ji rayedarên hikûmetê xwast, li gorî wan dewlemendiyên parêzgehê girîngiyê bidinê da ku pirsgirêka bêkariyê û hejariyê li parêzgehê nemîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, helwesta xwe ji daxuyaniyeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê derbarê şerê navbera YPGê û çend grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birak de ragihand. + +ENKSê ku serokê wê Tahir Sifûk roja pêncşemê ligel berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl û berpirsê asayişa PYDê li Qamişlo Hesen Qamişlo civiyabû, di daxyaniya xwe de diyar kir ku ew qebûl nake aliyekî kurdî bi wê yekê were tometbarkirin ku ne niştmanperwer e. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ENKSê li dijî wê yekê ye ku navçeyên Kurdan bibin qadên şer û di vê çarçoveyê de daxuyaniya ofîsa ragihandina hevpeymaniya opozîsyonê ya ku tê de piştgirî dabû şerê grûpên çekdarî li dijî YPGê li Til Hemîs û Til Birakê, red kir û got ku ew wek pêkhateyeke hevpeymaniyê wê daxuyaniyê red dike. + +Redkirina daxuyaniya hevpeymaniya opozîsyonê ji aliyê ENKSê ve piştî wê yekê hat ku di 15ê vê mehê de YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di daxuyaniyekê de got ku pêwîste ENKSê, wek beşek ji hevpeymaniya opozîsyonê, helwesta xwe derbarê daxuyaniya hevpeymaniyê bilez aşkere bike, eger na ";ew dê di rijandina xwîna gelê Kurd de hevpar be û herwiha hevparê hevpeymaniyê be di dijatîkirina destkeftên gelê Kurd de";. + +ENKSê piştî 2 rojan bersiva daxuyaniya YPGê da û xwesteka wê pêk anî, lê belê got ku ew fermanan ji kesî qebûl nake û herwiha her tometeke ji her aliyekî de be û bi taybet tometên di daxuyaniya YPGê de, red dike. + +Ev daxuyanî hemû li ser şerê Til Birak û Tilh Hemîsê bûn ku roja 28/12/2013 di navbera YPGê û çend çekdarên alîgirên rejîmê ku vê dawiyê tevlî wê bûbûn, li aliyekî û grûpên çekdarî yên wek Cebhet el-Nusra, Eniya Îslamî û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derketibû. + +YPGê piştî ku bi dehan şervanên wê di wî şerî de jiyana xwe ji dest dan, di 7ê vê mehê de vekişiya û got ku niyeta wan tine bû ku ew her du bajarokan kontrol bikin. + +Çend berpirsên ENKSê jî berî niha gotibûn ku şerê li Til Birak û Til Hemîsê ku du navçeyên Erebane, dê encamên wê li ser bihevrejiyana navbera Kurd û Ereban de xirab be. + +Yerevan (Rûdaw) - 7ê Kanûna 1998ê erdhêja ku li Ermenistanê çêbû, tevî ku bû sebeba mirina bi hezaran kesan, wisa jî kurekî hêja yê civaka Kurdan ji nav me bir. Doktorê beşê shîrûrgiyê yê nexweşxaneya bajarê Spîtakê, Şîraliyê Eşo, ango Şîrîn Reşîdov û keça wî ya 16 salî Leylê di wê roja ‘reş’ a karesatî de di bin kavilan de man. + +Şîraliyê Eşo sala 1938ê li gundê Pampa Elegezê, ku niha jê re ‘Sîpan’ dibêjin, ji dayik dibe. Sala 1958ê dibistana bajarê Tiblîsê ya bi hejmara 33ê bi dereceya herî bilind temam dike. Piştî xebata li fabrîqeyekê û xizmeta Artêşa Sor, sala 1963ê dikeve beşê doktoriyê yê Enstîtûta Yerêvanê ya Dewletê. Doktorî xeyala wî ya salan bû û şeş sal paşê serketî ev fakûlte qedand. + +Her çiqasî birêveberiya enstîtûyê jê dixwaze ku ew li dibistanê bimîne û karê lêkolanê û zanyariyê bike, xwesteka Şîralî cuda ye. Ew dixwaze bi awayekî pratîk doktoriya operasyonan bike. Lewre jî li nexweşxaneya Spîtakê dest bi kar dike. Piştî çend salan ew dibe serokê beşê operasyonan, ango emeliyatan, û vê xebatê bi qasî 20 salan berdewam dike. + +Nîvîskar û lêkolîner Wezîrê Eşo yê birayê Şîraliyê Eşo bi awayekî serbilind dibêje ku di maweya 20 salan de Şîralî ketiye 5 hezar emeliyaatn û bi dehan kes ji mirinê rizgar kirine. Ne tenê li gorî Wezîrê Eşo, li gorî gellek kesên li Ermenistanê dijîn, nav û dengê Şîralî sînorên Kafkasyayê derbas kiriye û li Sovyetistanê belav bûye. Gellek Kurdên li seranserê Sovyetê dijiyan, dema ku jiyana wan dikete xeterê, berê xwe didan Ermenistanê û xwe dixistin ber destên wî. Di jiyana xebata Şîraliyê Eşo de rojname, kovar û radyoyên li seranserê Ermenistanê gellek caran li ser wî nivîsandin û bi şikirdarî cih dan xebata vî doktorê Kurdê êzdî. + +Gellek raportên ku Şîraliyê Eşo amade kiribûn, li seranserê Sovyetistanê li konferansên doktor û operatoran hatin belavkirin. Kurteya raportên ku li Kosova, Duşenbe, Vilnius, Yerevan, Tiblîs û gellek bajarên din amade kribûn, paşê bi awayeke kurtebirî wekî belavok hatin weşandin. + +Mirina bêwext ne tenê Şîralî, herwiha karkirina zanyariyê jî bi xwe re birin. Gellek tiştên ku dabûn pêşiya xwe, bi erdhêjê re wê nema bikira. Divê bê gotin ku sê raporên wî di belavokên zanyariyê de hatin weşandin. + +Dî şîna Şîraliyê Eşo de ne tenê neferên malbatê, her wiha ji Ermenîstan û Sovyetistanê hejmareke mezin Kurd amade bûn. Li hêla din wekî rûniştevanekî Ermenîstanê û xilaskarê jiyana gellek Ermeniyan, ev bû sedem ku hejmareke mezin ji Ermeniyan jî di şîna wî de amade bibin. Tevahiya medyaya Ermenistanê mirina Şîralî bi manşetên xembar ragihand seranserê welêt. Televizyona Ermenîstanê di weşana xwe ya tevahiya rojê de nîv saet cih da wî û vekirina peyker, mal-mûzeya wî ya li gundê Sîpanê. Wezîrê Eşo li ser roja şîra birayê xwe Şîralî wiha dibêje: "Şîn û mihêla ku li gundê Sîpanê li ser Şîralî û Leyla wî çêbû, bi heyteholbûn û bi hejmara beşdarên xwe ve nedîtî bû. Sîpanê bi vê hejmarê mirov cara yekemîn didîtin. Hetanî ji Spîtaka wêranbûyî jî hewarî hatibûn. Em êdî derheqa hewariyên ji Moskowê û derên Sovyetê yên mayîn nabêjin. Ji bilî heval û hogirên Şîralî yên Ermenî, herwisa jî kulîlka ronakbîrên kurd di şînê de amade bû, lê yên nexweş jî telegrafên dilêşiyê û serxweşî xwestinê şandibûn." + +Bû mijara nivîs û destanan +Şîraliyê Eşo piştî mirina xwe bû qehremanê edebiyata kurdî ya bedewletiyê. Şaîrê kurd ê mezin Fêrîkê Usif helbestek û çend çarîn avêtin ser Şîralî û keça wî ku teksta wan li ser hêkelê wan hatiye kolandin. Ew helbest û çarîn paşê di rojnameya Riya Teze û piştre jî di cilda berhemên Fêrîk a sêyemîn de hatin weşandin. + +Şaîrê kurd Egîdê Şemsî jî nivîsek û destanek li ser Şîralî afirand. Nivîsa bi nave ‘Bilbilê bê heyam’, destana bi navê ’Nalîn’ bi ser navê ‘Aşiqê Bihortî’ de hatine çapkirin. Rûniştevanekî gundê Şîralî yê Sîpanê, Kemalê Nadirî Ciwan, jî helbesteke bi dilekî kovan avêt ser Şîralî ku bi navê ‘Şîna Sîpanê’ di Riya Teze de hate weşandin. + +Şîralî her wisa bû lehengê berhemên gelêrî. Dengbêj û muzîsyenên navdar Kamilê Ereb û lawê wî Refîkê Kamil kilameke bi navê ‘Zulim’ avêtin ser Şîralî. Ji ber xweşbûna vê kilamê, ew li ser kasetan tomar kirin û di Radyoyên Yerevanê û Tiblîsê de dane weşandin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku 11 roj di ser vekişandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarokên Til Birak û Hemîsê derbas bûne, lê heta niha wê hemû zanyariyên derbarê hejmara şervanên xwe yên ku di şerê ligel grûpên çekdarî yên opozîsyona Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine. + +YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di 26ê kanûna 2013an de bi alîkariya 120 çekdarên ereb ên ku alîgirên rejîmê bûn û vê dawî YPGê bûne, operasiyonek dan destpêkirin û di nava çend rojan de got ku wê bajarokê Til Birakê û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Eniya Îslamî derxistine. + +YPGê dixwest bajarokê Til Hemîsê jî kontrol bike, lê di 7ê vê mehê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku operasiyona wê li Til Birak û Til Hemîsê bi dawî hat û tekîd kir ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike. + +Di daxuyaniya YPGê behsa sedema vekişandinê nehat kirin û herwiha hejmara şervanên wê yên ku di şer li wan navçeyan de jiyana xwe ji dest dan nehat ragihandin, lê belê wek çavdêr û şopêner dibêjin, YPGê ji ber ku gelek şervanên wê di şerê li Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, vekişiya. + +Rojnamevanekî nêzîkî grûpên çekdarîn ên ku li Til Birak û Til Hemîsê şerê YPGê dikirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di şerê ku 12 rojan berdewam kir, bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û ";100 cenazeyên wan"; ji aliyê grûpên opozîsyonê ve hatin veşartin. + +Bi gotina wî rojnamevanî, di şer de 8 şervanên YPGê ji aliyê Cebehet el-Nusra ve hatine girtin, lê ew amade nebû derbarê çarenivîsa wan de ti zanyariyan bide. + +Lê YPGê heta vê gavê bi tenê navê 31 şervanên xwe yên ku şerê li Til Birak û Til Hemîs ku hemû nişteciyên wê Ereb in, aşkere kirine û negotiye bê şervanên wê ji aliyê grûpên çekdar de hatine girtin yan na, lê ew dibêje ku bi sedan çekdarên radîkal ên DAÎŞ û Cebhet el-Nusra Ii ser destê şervnên wê hatine kuştin. + +Ew rojnamevan herwiha aşkere kir ku di şerê Til Birak û Til Hemîsê de 10 çekdarên DAÎŞê û 7 çekdarên Ehrar el-Şam a ser bi Eniya Îslamî ve hatin kuştin. + +Rojnamevanê ku nûçeyên derbarê şerê DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam li parêzgeha Hesekê belav dike, diyar kir ku niha bajarokê Til Hemîs di destê DAÎŞ û Ehrar el-Şam de û Til Birak jî di destê Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam de ye. + +Tiştê balkêş ku wî rojnamevanî aşkere kir ewe ku ";nîvê çekdarên"; ku li her du bajarokan şerê YPGê dikirin, xelkê Kurdistanê ne, lê wî hejmara wan aşkere nekir. + +Piraniya partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê şervanên ku di şerê Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dane wek ";şehîd"; bi nav dikin, lê gelek partî dibêjin ku ew şer ne berjewendiya Kurdan de bû. + + +Silêmanî (Rûdaw) - Her ji niha ve, ku hêj planên îdarî bi parêzgehkirina Helebceyê çaverêya bidawîbûna qonaxa yasayî û biryara dawî ya Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, sermayedar û xwediyên kompnayayên navxweyî û biyanî tevger kirin da ku bibin xwediyên projeyên mezin li vê parêzgeha ku nû pêk tê. + +Rêveberê desteya weberanînê li Silêmaniyê, matmahiya xwe derbirrî ji vê berberiya xurt a ku ketiye navbera weberhêneran de, da ku pişka mezin ji weberanînê li parêzgeha Helebceyê bibe "Min ji wê yekê guman kir, ku weberhêner berî siyasetmedaran zanyariya wan hebe ku bernameya hikûmeta Bexdayê heye Helebceyê bike parêzgeh." Ferman Xerîb got "Di nav van kompanyayan de tew kompanyayên biyanî yên navdar jî hene." + +Dawiya sala çûyî, beşek ji nişteciyên Helebceyê ketin belavkirina şêranî û gerandina ahengan wek pêşwaziyekê bo biryara parêzgehkirina bajarê wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, lê dibe ahengiya rast bo vê biryarê ya belênder û xwediyên kompanyayan be. + +Toyotaya Japonî li Helebceyê ye + +Qaymeqamê Helebçeyê Goran Edhem dibîne ku bûna Helebceyê bi parêzgeh vejîneke aborî û tevgereke mezin a weberanîn û bingehkirinê bi dû xwe de tîne. Ji vî alî ve behsa wê danûstandinê kir, ku rojane ligel weberhêner û kompanyayan pêk tê "Gellek kompanya ketine rikeberiyê bo bidestxistina projeyên Helebçeyê." + +Qaymeqamê Helebceyê, nêşanê dide zeviya fireh a çandiniyê li Helebçeyê û sînorên wê yên dirêj ligel Îran ku nêzîkî 80km e, derbarê cihên geştyariyê. Pêşbînî dike di rojên bê de ev rikeberî di navbera kompanyayên Helebceyê de bêhtir bibe, da ku berî ev bajar bibe parêzgeh, weberhêner dest bi karê xwe bikin. + +Li gor zanyariyên ku Goran Edhem ji Rûdawê re behs kir, kompanyaya Toyota ya japonî yek ji wan kompanyayên ku hatine Helebceyê û doza zeviyê kirine bo navçeya pîşesazî û pîşegeha otombîl û karê bazirganî "Di wê dema ku nûçeya biparêpzgehkirina helebçeyê gihişte, bêtir ji 10 kompanyayên biyanî û navxweyî bo vê mebestê hatine Helebceyê." + +Hotêlên 5 stêrk pêk tînin + +Rêveberê desteya weberanînê li Silêmaniyê behsa wê yekê dike ku berî biryara biparêzgehkirina Helebceyê bigihe Herêma Kurdistanê, çend weberhêner pê re axifîn û doz kirin ku proje li Helebceyê bigihin wan. + +Wek Ferman Xerîb got, ji destpkê ve dest bi driustkirina hotêlên 5 stêr û mol û bazarên hevçerx û avahiyên bilind û projeyên geştyarî dikin "Em çaverê dikin îsal tevgereke germ a projeyên weberanînê berê xwe bidin Helebceyê û pêşbînî dikim heta dawiya vê salê 20 projeyên mezin ên weberanînê li vî bajarî pêk bên." + +Rêveberê desteya weberanîna Silêmaniyê, çaverê dike ku Helebce qerebûya bêkarbûna beşekî ji van kompanyayên biyanî û navxweyî bike û dibêje "Helebce di hemû beşan de pêwîstiya wê bi projeyên weberanînê û bingehkirinê heye." + +Tevî ku Helebce bi sedema nerazîbûna pirraniya xelkê û ew wêrankariya ku hate serê wê, di raperîna dawî de hinek projeyên xizmetguyzariyê jê re pêk hatin, lê heta niha jî, xelk ji asta xizmetguzariyê ne razî ne. Wek qaymeqamê Helebceyê behs dike, vê carê, ji pêvî xizmetguzariyên pêwîst ji xelkê re, divê hinek projeyê weberanînê di vî bajarî de bibin ku pêdawîstiya wan bi parêzgehkirinê jî heye. + +10 "Kargeh pêwîst in" +Nivîskar û wêjevanê ji Seyid Sadiq, Hekîm Mela Salih pirtûkek wî li ser dîroka pêkanîna Helebceyê heye, ku behsa dewlemendbûna ax û ava Helebceyê dike û dibîne ku dibe bibe parêzgeheke dewlemend û di paşerojê de piştê bi xwe girêde. + +Li gor vê lêkolîna ku bi xwe pêk hatiye, ne dudil e ku bêje "Dibe 10 kargehên cûrecûr berhemên çandinî û pîşesaziyê tê de vekin, çiku zeviyeke berfireh û dewlemenda çandiniyê û çend celebên kevirên kêmmînak hene bo kaşî û mermer û rêjeyeke baş ji kanzayên cûrecûr ên din jî tê de hene." + +Hekîm Mela Salih got "Ev alîkariyeke baş e bo peydabûna derfeta kar û vejînkirinê, herwiha dibe qezayên derdora Helebceyê jê sûdmend bin û ev zeviyên bazirganî yên derdora Helebceyê hene, bikin zevî û deriyê bazirganya navdewletî." + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar sibê yekşemê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê dê sibê biçe Bexdayê. + +Çavlirê ye şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêjan li ser mijarên girêdayî budceya Iraqê ya sala 2014an û şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bikin. + +Îro şemiyê Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Hadî Amirî ji Rûdawê re ragihandibû ku gefên Serokwezîrê Iraqê derbarê qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de girêdayî serdana şanda Hewlêrê bo Bexdayê ye û Malikî niha li benda serdana wê şandê ye. + +Amirî got ";Lê Herêma Kurdistanê heta niha roja serdana xwe diyar nekiriye";. + +Roja 15/1/2014 Encûmena Wezîrên Iraqê bêy razîbûna wezîrên Kurd, budceya sala 2014an a Iraqê pejirand. + +Sine (Rûdaw)- Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên xwe bo xwendina bi zimanê Kurdî dike. + +Serokê Zanîngeha Kurdistanê Cehanşîr Emînî, ragihand ku babetên girêdayî xwendina Kurdî ji aliyê komîteya dariştina projeyan ya wê zanîngehê ve hatine amadekirin, lê ew li hêviya biryara navendên peywendîdarin da dest bi xwendina bi zimanê Kurdî bi awayekî fermî bikin. + +Cehanşîr Emînî her wiha da zanîn ku niha korsên fêrkirina zimanê Kurdî li wê zanîngehê bi awayekê nefermî tên vekirin. + +Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir ku niha em mijûlî amadekariyên vekirina korsên fêrkirina zimanê Kurdî ne, ji wan kesên ku ne ji xelkên deverê ne. + +Zanîngeha Kurdisatnê ya Sine, di sala 1991ê de bi awayekî serbixwe xwendekar wergirtine û niha 43 beşên zanistî li wê zanîngehê hene, herwiha hejmara xwendekarên wê di hemû astan de nêzîk 11 hezar kes e. + +Piraniya zimanzanên Rojhilatê Kurdistanê li hucreyên mizgeftan û guhdariya bav û kalan fêrî zimanê Kurdî bûne. + +Lê ev demeke ku xwendekar û zanayên Kurd dixwazin zimanê wan wek zanist li zanîngehan bê xwendin. + +Damezirandina liqên edebiyata zimanê kurdî li zanîngehan û xwendin bi zimanê Kurdî li dibistanan daxwazeke seretayî ya xelkên Rojilahê Kurdistanê ye, ku hem Destûra Îranê amaje pê daye û hem hikûmetên Îranê yek bi yek soza cîbicîkirina vê daxwazê dane xelkê Kurdistanê, lê heta niha ew soz nehatine pêkanîn. + + +Kobanî (Rûdaw) – Piştî ku rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê DAIŞê êrişî devera Cerablusê ya Helebê kir, tirsek mezin xist nav dilê xelkê wir, ji ber wê jî xelkê deverê neçar man berê xwe bidin herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê. +Di îna borî de û piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li hember hêzên artêşa azad li herêma Cerablusê ya Sûriyê şikest, DAIŞê ji rojava û ji aliyê herêma Babê ve bi hêzeke nû êrîşe bajarê Cerablusê kir û şerê xwe li dijî artêşa azad berdewam kir. +Di encama şer de hinek kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn, û herweha bi dehan malbatên ereb kocberî gundên rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Welatiyekî ji Cerablusê bi navê Basil Şêxanî ji Rûdawê re got: Ji ber ku piştgirî nema, em vekşiyan, tevahiya xelkê ji malên xwe derketin û bûne kocber, yê ku li kolanê wî dibînin, wî digrin û bi kêrê serjê dikin + +Welatiyekî din ji Cerablusê bi navê Husên Ibrahîm li ser rewşa deverê ji Rûdawê re axivî û got, komek mezin ji DAIŞê derbasî Cerablusê bû û şer destpêkir, ji ber tirsa ji bombeyên hawanan, em reviyan gundên derdora bajarê Cerablusê. +Welatiyên kurd ji gundên Zor Mixar û Çariqlî û Cubelferecê û Derbazinê, ku ew nêzîkî herêma Cerablusê ne, bi germahî pêşwaziya kocberên ereb dikin, û wan di nava malên xwe de dihêlin, û hemî pêdiviyên xwarin û vexwarinê ji wan re pêşkêş dikin. + +Kurdekî gundê Zor Mixarê bi navê Yasir Murad, derheqê çawaniya pêşwazîkirina xelkê Cerablusê de ji Rûdawê re got: Dema ku hatin vir, dilê me bi wan şewitî, berê pir ev tişt li me çê bibû, îro li wan jî çê bû, em dikê mecbûr hevdu rakin, milet birayê mene, ereb çiye kurmanc çiye? li gundê me bi xwe ereb jî hene û kurmanc jî hene, herkes hate cem meriyên xwe û heval û dostên xwe. +Herweha ji aliyê ewlekarî ve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê herêma Kobanî, koçberên ereb li gundên kurdan diparêzin û amedebûna xwe ji bo hemî awayên alîkariyê ji koçberên sivîl û leşKerên artêşa azad re li hember DAIŞê diyar kiribûn. +Fermandarê YPG li Rojavayê Kobanî Nohilat Kobanî jî ji Rûdawê re li ser rewşa deverê axivî û got: Kocberiyakê berê xwe da gundên herêma Kobanî, em wekî YPGê, danûstendinek mirovî bi wan re dikin, alîkariyên ku ji dest me têne der, me ew dane nîşan, bi rengekî ku weke birayên me yên ereb, ku em bikaribin alîkariya wan bikin, ta ku zerar neghe wan, me tedbîrên xwe yên ewlekarî jî li hember her tiştekî girtin. +Piştî êrîşa DAIŞê, hêzên artêşa azad ji hundirê bajarê Cerablusê vekşiyane, û ew tenê li ser deriyê sînorî yê Tirkiye û Sûriyê mane, beşek ji hêzên artêşa azad derbasî Tirkiyê bûn, û beşek jî berve gundên herêma Kobanî koçber dibin û xwe dispêrin hêzên YPGê, ji ber wê jî niha tevahiya bajarê Cerablusê di bin kontrola DAIŞê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lêjneyek bo şopandina rewşa hêzên pêşmerge pêk aniye her wiha ji derengketina pêkhatina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî nerazî ye. +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel Tora Medyayî ya Rûdawê, ku dê roja sêşemê (22ê vê mehê) were belavkirin, ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber derengketina pêkhatina hikûmetê gellekî dilgiran û nerazî ye. +Dr. Fuad Husên, her wiha pêşbînî kir ku gotûbêjên pêkanîna hikûmetê heta nîva meha Sibatê ya îsal jî bidomin. +Li ser mijara gendeliyê di Wezareta Pêşmerge de jî ku heftenameya Rûdawê hefteya borî hinek belge li ser vê yekê belav kiribû, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Barzanî ji rewşê nerazî ye ji ber wê jî ferman da lêjneyek bo lêkolînkirin û şopandina rewşa wezaretê pêk bînin. +Zêdetirî 4 mehan e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye lidarxistin lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Partî û hêzên siyasî hevdû bi derengxistina pêkanîna hikûmetê tohmetbar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê fraksyona Gorranê li Parlamentoya Iraqê Letîf Şêx Mistefa ragihand ku firotina petrola wan kêlgehên Herêma Kurdistanê yên ku piştî pesendkirina destûra Iraqê hatine dîtin, qanûnî ye. + +Letîf Şêx Mistefa di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê pirsa firotina petrola Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re got: ";Di destûra Iraqê de madeya 111 heye ku dibêje petrol û gaza sirûştî milkê hemû gelê Iraqê yê li hemû parêzgeh û herêman";. + +Şêx Mistefa herwiha got: ";Madeya 112e jî ji destûra Iraqê behsa du xalan dike, xala yekem rêvebririna petrol û gazê ye, xala duyem jî nexşekêşana siyaseta stratîjîk ya pêwîst bo pêşxistina petrol û gaze ye";. + +Navhatî her wiha berdewam dike û dibêje, ";Derbarê xala yekem cudahî xistiye navbera du cor kêlgeh de, ew kêlgehên ku di dema cîbicîkirina destûrê de hene, ku dike berî sala 2006an, ev rêvebirina hevbeşe navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgehan ji aliyekî ve û hikûmeta hevbeş ji aliyek din ve, û eger cudahiyek derket di wê demê de yasaya herêm û parêzgehan pêşeng dibe, ji ber ku li gorî madeya 115 desthilata hevbeş bi vî awayî dibe";. + +Herwiha Şêx Letîf dibêje: ";Derbarê wan kêlgehên ku piştî sala 2006an hatine dîtin, kolan, deranîn, şandina wê bo derve u firotina wê ji desthilata herêm û parêzgehan e";. + +Derbarê dariştina siyaseta stratîjîk, Şêx Leftîf dibêje: ";Rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser wan kêlgehên ku piştî sala 2006an hatine dîtin, hemû desthilatek qanûnî ye";. + +Herwiha serokê fraksyona Tevgera Gorranê di Paralmentoya Iraqê de got:";Pêwîste Herêma Kurdistanê pabendê van xalan be, pêwîste deranîn û şandina petrolê bi awayekî zelal be û zêdetirîn mifayê bighîne gelê Iraqê, pêwîste wê petrolê bi nirxa bazarên cîhanê bifroşê û pêwîste dahata wê biçe gencîneya hevbeş û li wê derê pere bi awayekî wekhev li ser hemû gelê Iraqê de bê parvekirin";. + +Bi sedema şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê di rêya boriyan re, niha aloziyek ketiye navbera Hewlêr û Bexdayê, lewma biryare sibe (19.01.2014) şandeke Herêma Kurdisatnê, bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike ji bo temamkirina gotûbêjan li ser vê pirsê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku niha li derveyî Kurdistanê ye, ragihand ku ew ti sazişekî li ser mafên xwe di hinartina petrolê de nakin. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropa de îro gihîşt Nemsayê û li paytext Viyannayê ji aliyê Serokê Nemsayê Hanz Fîşer ve hat pêşwazîkirin. Barzanî piştî hevdîtina digel Fîşer, bersiva pirsên rojnamevanan da. +Barzanî li ser serdana xwe ya Nemsayê got: ";Beriya ku Hanz Fîşer bibe serokê Nemsayê em dostên hev bûn. Dostaniya zêdetirî 30 salan e heye, ji ber wê jî ev serdan, serdana dostekî ye bo dostê din."; +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, hevdîtina wî û Fîşer dostane bûye û li ser hinek mijarên girîng ên cîhanê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirine û hizr û nêrînên wan nêzîkî hev bûye. +Mesûd Barzanî, li ser germbûna nakokî û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bûdce û petrolê jî axivî û ragihand, niha hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê di diyalogê de ne û wiha got: ";Ez hêvîdar im bikarin bi rêya diyalogê wan arîşeyan çareser bikin."; +Derheqê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de jî Barzanî, wiha axivî: ";Di destûra Iraqê de çawaniya bikaranîna enerjiyê hatiye ziman. Em jî wek hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de nêzî dibin û bi ti awayî sazişê li ser mafên xwe yên qanûnî nakin."; + +Şirnex (Rûdaw)- Hêzên Artêşa Tirkiyî îro serê sibê bi ser gundê Roboskê de girtin û di serdegirtina malan de 2 hemwelatiyên Kurd ên ku ji komokujiya brî 2 salan xelsa bûbûn, binçavkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, îro serê sibê saet 5 yekîyenên leşkerî bi ser malên gundê Roboskê de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de 7 kesên di komkujiyê de xizmên xwe wenda kiribûn, binçav kirin. + +Di serdegirtina malan de hemwelatiyên bi navên Faruk Encu, Kerem Enc, Yilmaz Enc, Hîkmet Alma, Cevher Uren, Celal Encu, Servet Encu hatin binçavkirin. + +Di nûçeyê hatiye gotin ku dema kurê Kerem Enc, Yilmaz Enc li dijî leşkeran derket û nexwest bavê wî bê binçavkirin rastî tundiya leşkeran hat û ew jî hat binçvkirin. + +Li gor heman ajansê ";Leşkeran piştî 7 kes bençav kirin li wan dan û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Gunde Bêcuhê";. + +Di nûçeya e hatiye gotin ku lêgerîna leşkeran a li malan û gund berdewam dike û heta niha sedema serdegirtina malan nehatiye zanîn. + +Hefteya borî hemwelatiyan li dijî ";rêya ewlekariyê"; ku li ser sînor tê avakirin çalakiyek pêk anîn û nerazîbûnê li dijî hatina walî nîşan dan, lê ew rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê hatin û ciwanê bi navê Serhat Encu birîndar bûbû. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Roja 7/1/2014 Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de biryar da ku doz bê girtin û êdî neyê şopandin. + +Meletî (Rûdaw)- Rêveberê Weşana rojnameya ";Agos"; Hrant Dînk li Meletî ji aliyê bi hezaran hemwelatî ve hat bibîranîn. + +Di 7emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de, li bajarê ku blê jidayikbûye Meletî ji aliyê bi hezaran kesan ve hat bibîranîn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bi hezaran hemwelatî, nûnerên partiyên siyasî, namzetên hevşaredarên HDPê di pêşengiya Platforma Hrant a Meletî de li ber Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Keçan de ber bi mala ku Dînk lê hatiye dinyayê meşiyan. + +Di meşê de dirûşmayên ";Hrant ji bîr neke nede jibîrkirin";, ";Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne"; û "bijî biratiya gelan"; hatin gotin. + +Li ber mala Hrant Dînk li taxa Çavuşoglu, li ser navê Platforma Hrant a Meletî Serdar Boyaci daxuyanî da. + +Boyaci diyar kir ku di 17ê çileya sala 2007an de ";kesên ji çerxa dewletê derketin bi awayekî tirsonekî ji pişt ve Hrant kuştin û kujer li qadan digerin";. + +Boyaci axaftina xwe wiha domand: ";Em vê tarîtiyê ji komkujiyên ermenî, rûm, suryanî û pontusan zanin. Em vê tarîtiyê ji komkujiyên Agirî, Zîlan, Dêrsim, Qerqelî, 6-7ê Îlonê, Sêwas, Mereş û Çorumê zanin. Dîsa em vê tarîtiyê ji Roboskê ji bombekirina 34 kesên ku piraniya wan zarok bin zanin. Dîsa jî em zanin ku Hrant û yên wek Hrant ji bo em ji vê tarîtiyê derkevin şewitîn";. + +Piştî daxuyaniyan, hemwelatiyan li ser wêneyê Dînk mûm û qerenfîl danîn. Hin rojnamevanan jî makîneyên xwe yên wêneyan danîn. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi piştgiriya du helîkopteran li qeza Dûzxurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve hatiye belavkirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî dibêje ku ew operasiyon ji bo lêgerîna çekdarên radîkal e. + +Çavkaniyek ji asayişa Dûzxurmatû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku tedbîrên tund ên ewlekariyê li qezayê hatine girtin, herwiha hatin û çûna xelkê jî hatiye qedexekirin. + +Çavkaniyê aşkere kir ku hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi piştgiriya du helîkopteran hatiye Dûxurmatû. + +Ji aliyê xwe ve efserê asayişa Dûzxurmatû Farûq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku rêya sereke ya Dûzxurmatû-Bexda hatiye girtin. + +Berdevekê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein jî got ku ew hêz ji bo ji bo girtina çekdarên radîkal hatiye şandin. + +Mein diyar kir ku heta niha di encama operasiyonê de berpirsê serekî yê danîna bombeyên vedayî li Dûzxurmatû hatiye girtin. + +Bexda (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew li bendê ne gotûbêjên wan ligel rayedarên Bexdayê erênî bin û bigihine rêkeftinekê. + +Sefîn Dizeyî li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê got ";Heftiya borî me bi nivîsekê çend pêşnyarên xwe derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê şandin Bexdayê û îro emê li ser bingiha wan pêşnyaran bicivin û gotûbêjan bikin";. + +Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye û ji Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Cîgirê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Amanc, Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahir û Berdvekê Hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk tê. + +Dizeyî diyar kir ku ti pirsgirêk li cem Herêma Kurdistanê nîne eger Bexda agehdarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê be. + +Derbarê gefên Serokwzîrê Iraqê Nûrî Malikî jî li ser qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ";Ew gef bandora wan li ser Herêma Kurdistanê nebû û eger badora wan hebane em nedihatin Bexdayê, ew gef neyasayî ne";. + +Bexda (Rûdaw)- Yekem civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Hikûmeta Iraqê destpêkir. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku serokatiya şanda Herêma Kurdistanê dike li avahiya Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê li Bexdayê ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî civiya. + +Şanda Herêma Kurdistanê ya di civînê de beşdar e ji Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî Roj Nûrî Şawês, endamê Polîtbîroya PDKê Azad Berwarî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Cîgirê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê. + +Herwiha şanda Iraqê ji Wezîrê Petrolê Ebdilkreîm Luaybî, Wezîrê Darayî bi wekalet Sefa Sefayî û çend şêwirmendên din pêk tê. + +Tiştê ku di destpêka civînê de balkêş bû ku bê etekêt di pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê de diyar bû. + +Şandeyê Tora Medyayî ya Rûdawê got ku Şehristanî li hundir bû û nehatiye ber deriyê avahiyê ji bo pêşwazîkirinê. + +Şandeyê Rûdawê herwiha got ku wî derbarê vê yekê de pirsiye, lê gotine ku cihê civînê Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê ye, lewra bi tenê Sekreterê Encûmena Wezîrên pêwaziya şanda Herêma Kurdistanê kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mehmûd Sengawî îro yekeşmê car din li ser doza kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî çû pêşberê Dadgehê Destpêkê li Kelarê. + +Mehmûd Sengawî yek ji wan kesane ku ji aliyê malbata Kawe Germiyanî ve bi kuştina kurê wan hatiye tometbar kirin û li dadgehê doz li dijî wî vekirine. + +Şeva duşemê 6/1/2014 parêzerê doza Kawe Germiyanî, Kawe Letîf di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ";Dadwerê lêkolînê fermana girtina Mehmûd Sengawî li Germiyanê derxistiye heta ku dadgeh lêkolîna temam ligel bike";. + +Mehmûd Sengawî piştî ku li pêşberê dadgehê amade bû û gotinên wî hatin wergirtin, parêzerê wî got ";Dadwer biryar da ku Sengawî li gor madeya 406 ji yasaya cezakirinê bê binçavkirin";. + +Destpêkê Sengawî di zindana Girtin û Veguhestinê ya Kelarê de hat binçavkirin û pişt re bo navenda polîsê Sengawî hat veguhestin. + +Pişt re parêzerê Sengawî ragihand ku wî daxwaz ji dadgehê kiriye ku muwekilê wî Sengawî li cihê karê xwe di Fermandariya Hêzên 70 de were binçavkirin û ";li gor yasayê mafê wî heye di dema binçavkirinê de li wir bimîne";. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Mihemed Xêr Bengo diyar kir ku ew wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî kongreya Cenêv2 bibin. + +Bengo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar e komîteya têkiliyên derve ya ENKSê 5 nûnerên xwe destnîşan kirine ji bo ku di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî Cenêv2 bibin. + +Her pênc nûner jî ji Ebdilhemîd Hecî Derwêş, Ebdilhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno pêk tê. + +Şanda opozîsyona Sûriyê ku dê danûstandinan ligel şanda rejîma Sûriyê bike ji 15 kesan pêk tê, 9 kesên danûstankarin û 6 endamên yedek ango şêwirmend in. + +Bengo diyar kir ku eger hevpeymaniya opozîsyonê nûnerekî Kurdan tevlî her neh kesên danûstankar bike dê Ebdilhemîd Hecî Derwîş be û eger 2 kes bin dê Ebdilhekîm Beşar tevlî wî bibe. + +Bengo diyar kirk u her sê nûnerên din ên ENKSê Îbrahîm Biro û Mistefa Sîno jî tevlî kongreya Cenêv2 bibin, lê dibe ku ew ne di nav wan her 15 kesan de bin, ji ber ku li derveyî şanda danûstankaran dê gelek kesên din ji aliyê opozîsyon û rejîmê jî tevlî Cenêv2 bibin. + +Derbarê hemahengiya bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re, Bengo da zanîn ku PYDê beşek ji Desteya Hemahengiyê Niştimanî ya Opozîsyonê ye û eger ew deste tevlî kongreyê bibin ew dê li gorî lihevkirina Hewlêrê ya di navbera ENKSê û PYDê de, bi yek nêrînê di kongreyê de tev bigerin. + + +Kobanî (Rûdaw) - Piştî 4 mehan ji vebûna deriyê sînor di navbera herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistan û Tirkiyê de, ew tenê di warê alîkariyên mirovî û tenduristî de tê bikaranîn, tev wê jî, her demekê problemên rêveberiyê ji aliyê Tirkiyê ve derdikevin holê, û derbaskirina alîkariyan bi rojan tê rawestandin. + +Berpirsê Komeleya Biratî ya Hawarçûnê Ebdilrehman Mislim, li ser arîşe ş tengasiyên ku li deriyê sînor ji wan re derdikeve, ji Rûdawê re got:Carna astengiyên rêveberî tê çêkirin û karûbarên rêveberî, carna hin probleman bi navê nexweşan çê dibin û derdikevin holê, carna jî li wî alî - Tirkiyê - astengî çê dibin, wek ku du sê alî li wir hene, her yek nêrîna xwe bi awayekî dide, li vir jî wer dibe";. + +Ji aliyê tenduristî ve jî, kêşe ji bo derbaskirina nexweşan derdikevin holê, û her nexweş nikare bi hêsanî derbasî welatê Tirkiyê bibe, ew li gorî mercên rêveberiya ji aliyê Tirkiyê ve û nirxandina wê ji nexweşiyên milet re, derbasbûna nexweşan tê erêkirin. + +Bijîşkê bi navê Newfa Şahîn li ser rewşa deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Tirkiyê axivî û ragihand, ev 15 roj in astengî li ser sînor heye û wiha got: Lê ez nizanim ev problem çi ne, ji ber ku em çiqas nexweşan dibin, ew - Tirkiyê - dibêjin em tenê nexweşên ku rewşa wan giran e qebûl dikin, ana ji me re belî kirine, birîndarên bi guleyan bin, û yên ku segan bi wan girtî be, nexweşiyên mejî û celte û şewtandinê bin, ji van bêhtir kesî derbas nakin. + +Ji ber ku herêma Kobanî ji herdu herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê qute, û şer li hersê aliyên wê: Rojhilat û Rojava û Başûr diqewime, rêç û çareyên çûn û hatina derve û ji bo peydakirina pêdiviyan li pêş miletê Kobanî nînin ji bilî deriyê sînor bi welatê Turkiyê re. + +Siyasetmedarê bi navê Şêx Nebî Emîn, jî rewş nirxand û anî ziman ku ew hatine dorpêçkirin û wiha axivî: Em di warê civakî û aborî de bacê didin, bêhtir jê di warê tenduristî de, ji ber ku em di dorpêçkirinê de ne, dermanxane ji dermanan vala bûne, ji ber wê pir diktor bûne koçber û ew di bajar de nemane. + +Raste ku deriyê sînor nehatiye girtin û vekirî maye, lê ji aliyê welatê Tirkiyê ve bi rêveberiyeke sist tê birêvebirin, û dema ku nexweş tê re derbas dibin, Tirkiyê nahêle ew tê re vegerin ji bilî cenazeyên miriyan. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Desteya Giştî ya Deverên Veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan, diyar kir ku çavkaniya aloziyên Iraqê Malikî û hikûmeta wî ye û ragihand, zimanê siyasî yê ku Bexda pê dipeyîve, zimanê çareseriyê nîne. + +Îro (19.01.2014) cardin şandeke Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Şanda Kurdistanî ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Enerjiyê Aştî Hewramî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Cîgirê Serokê Dîwana Encumena Wezîran Dr. Amanc Rehîm, Alîkarê Wezîrê Darayî Reşîd Tahir û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk tên. + +Serokê desteya giştî ya deverên veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdaw TV bû û li ser serdana şanda Kurdistanî ya Bexdayê got: ";Çûyîna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nîşana bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye, lê nabe mirov zêde hêvîdar be ku hemû kêşe bên çareserkirin. Rewşa herî baş ew e ku alozî hinekî kêm û sivik be."; + +Lê ji aliyekî din, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew li bendê ne ku gotûbêjên digel Bexdayê bi aliyekî erênî ve biçin û her du alî li ser çareserkirina arîşeyan li hev bikin. + +Serokê desteya giştî ya deverên veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê, anî ziman ku divê her du alî hinek mekanîzman bo lihevhatinê peyda bikin û wiha axivî: ";Lê ew zimanê ku Bexda pê diaxife zimanê çareseriyê nîne. Hinek dibêjin serokwezîrê Iraqê di derxistina aloziyê de pispor e, ji ber ku hikûmeta niha ya Iraqê ji destpêka avabûnê ve tijî kêşe bûye lê mixabin bîra kurd û iraqiyan biçûk e bo bîranîna hemû arîşeyan."; + +Li gorî wî siyasetmedarê kurd, piştevaniya kurdan bo Malikî bo pêkanîna hikûmetê, tiştekî xelet bû, ji ber ku kurdan du caran pişta Malikî girtin bo pêkanîna hikûmetê. + +Dr. Mihemed Îhsan, destnîşan kir hinek alî li Bexdayê hez dikin Herêma Kurdistanê serbixwe be û beşek ji deverên veqetiyayî vegere ser wê lê bêyî Kerkûkê û wiha got: ";Ev jî ji ber wê ye ku ew alî wisa hizir dikin ku Herêma Kurdistanê serêşe ye ji Iraqê re, çimkî behsa bûdce û neftê dike û xelkê din jî behsa ezmûna Herêma Kurdistanê dikin."; + + + +Hewlêr (Rûdaw) - 400 kesî formên xwe dagirtine da ku bibin kandîdên PDKê bo hilbijartinên bê yên parlementoya Iraqê, lê tenê 30 nav hatin hildan bo polîtburoya PDKê. + +Roja 09.01.2014ê soza dawî ye bo pêşkêşkirina navên kandîdên hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku biryar e di 31.04.2014ê de hevdem ligel hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê birêve here. + +PDK zehmet dibîne vê carê 30 kursî bidest bixîne. Berpirsekî pilebilind ê PDKê dibêje, "Em pêşbînî dikin 25 heta 27 kursiyan bibin." + +Endamê polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji Rûdawê re got, "Gellek kesan CVyên xwe şandibûn. Lê tenê me 30 nav hilbijartin û nav hatin şandin bo polîtbîroyê da ku gotina dawî li ser bibe. Polîtburo dikare guhertinê tê de bike û hinekan ji serirdayetiya PDKê deyne nav lîstê. Lê nabe lîst ji 30 kandîdî bêhtir be." + +Li gor wê dabeşkirina ku di yasaya hilbijartinên Iraqê de bûye, her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) 54 endaman dixwazin: Hewlêr 15, Silêmanî 18 û Dihok jî 11 endam. + +Komîsyona Hilbijartinan jî desthilat daye partiyan ku dibe bo her kursiyekî 2 kandîdên wan hebin û di hilbijartinan de kê ji wan dengên bêhtir anî ew biser dikeve. + +Endamekî serkirdayetiya PDKê eşkere kir ku planeke cidî ya partiya wî heye bo Hewlêrê, da ku dengên bêhtir kom bikin, çimkî "PDK li Herêma Kurdistanê partiya desthilatdar e û nabe li paytextê lawaz be." + +Çavê Tevgera Gorranê li wê yekê ye ku di hilbijartinên Parlementoya Iraqê hejmara kursiyên xwe zêde bike. Endamê Jûra Hilbijartinên Tevgera Gorranê di wê baweriyê de ye ku bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê Tevgera Gorranê "Dengên xwe pirr dike û hejmara kursiyên wê dibe 10 kursî. Gorran niha di rewşeke xurt de ye. Çimkî kongreya xwe bi serketin pêk anî û tê de karîbû bernameya xwe ya siyasî biguherîne û destûra Gorranê pesend bû. Ev tev jî xurtiyê didine Gorranê." + +YNK bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê endamê serkirdayetiya hilbijartî Arêz Ebdula, ku serokatiya lîsta wan li Hewlêrê bike. Navborî ji Rûdawê re got "Di vê hilbijartinê de em hespê xwe gem dikin." Endamê polîtburoya YNKê Rizgar Elî ji Rûdawê re got "Heta niha me lîsta xwe bo hilbijartinên parlementoya Iraqê pêşkêş nekiriye." + +Ji pêvî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, niha aliyên Herêma Kurdistanê xwe amade dikin bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê. Polîtburoya PDK roja 05.01.2014ê civiya da ku lîsta PDKê amade bike. Lê biryara dawî nedaye. Kakemîn Necar, li ser vê mijarê got, "Di vê civînê de her tişt çareser nebûye. Biryar e di 2 rojên bê de dîsa em bicivin û lîsta dawî amade bikin." + +Li gor zanyariyên Rûdawê, encûmena ploîtburoya PDKê li Hewlêrê endamê serkirdayetiya PDKê Piştîwan Sadiq bo posta parêzgariya Hewlêrê pêşniyar kir. Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî red kir ku careke din ew xwe bo vê postê kandîd neke û ji Rûdawê re got "Ez nizanim dimînim yan na. Çimkî ez di destê polîtburoya PDK de me û ew biryar didin." lê Kakemîn Necar got, "Hê biryara dawî li ser vê yekê nehatiye dan ku kî dibe kandîdê PDKê bo posta parêzgeriya Hewlêrê. Di civîna bê ya polîtburoyê de ev çareser dibe." + +Endamê polîtburoya PDK dibêje, "Navê 50 kesî hatiye destnîşankirin û radestî jorê hatiye kirin, ji ber ku hejmara endamên encûmena pareêgehan 30 kes e. 5 ji wan kota ne. 25 endam hevrikiyê dikin. Me jî bo her kursiyekî 2 kandîd danîne." + +Endamekî nivîsgeha hilbijartina PDK pêşbîniyê dike bo hilbijartina parzgehan PDK li Hewlêrê heta 13 kursiyan bidest bixîne. + + + +Bexda (Rûdaw) – Hat zanîn, civîna navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê dest pê kiriye. + + +Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulkerîm Liêbî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, civîna Barzanî û Malikî bîstek berê dest pê kiriye. + + +Ebdulkerîm Liêbî, her wiha da zanîn, civîna Barzanî û alîkarê Malikî di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî nivîşkan maye lê dê piştî civîna Malikî û Barzanî dîsa were sazkirin. + + +Li gorî agahiyên Rûdawê, beriya ku civîna Serokwezîr Barzanî û Şehristanî dest pê bike her du alî dê bi şandên xwe re civîneke cihê saz bikin. + + +Şanda Herêma Kurdistanê îro (19.01.2014) danê sibê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi hevrêtiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês, endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî, wezîrê enerjiyê Dr. Aştî Hewramî, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên din çû Bexdayê. + + +Şanda Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser pirsên petrol û bûdceya Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, xortekî 4 endamên mala xwe kuşt paşê jî xwe kuşt. Polîs jî dibêje, sedema vê bûyerê nakokî û arîşeyên nav malbatê bûye. + +Li gorî ajanên îranî, roja pêncşema borî li nêzîkî bajarokê Kozanê yê Kirmaşanê, 5 kuştî ji aliyê hêzên polîs ve hatin dîtin. + +Derheqê bûyerê de, berpirsê polîsê Kirmaşanê Kerîm Kişverî ragihand, ew kesên ku hatine kuştin hemû endamên malbatekî ne. + +Li ser çawaniya kuştina wan kesan de jî Kişverî da zanîn, di encama lêkolînan de derket holê ku xortekî endamê malbatê destpêkê 3 birayên xwe û dayika xwe bi çiftê (çeka nêçîrê) kuştiye û paşê jî xwe kuştiye. +Li gorî wî polîsî, sedema bûyerê nakokî û arşeyên nav malbatê bûye. + + +Hesekê (Rûdaw) - Xwepêşandanên bajarê Hesekê berdewame ku cara siyemîne welatiyên wê derdikevin kolanan bi daxwazên federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê. + +Kesên ku bi vê xwepêşandinê rabûn bangekê dişînin ji hemû kurdên li Ewropayê ku xwepêşandanên xwe lidarxin li bajarê Cenêvê û silogana bilind bikin bi daxwazên federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê. + +Nêzîkî 15%ê welatiyên Sûriyê kurd in û piraniya wan belav dibin li herêma Cezîrê, Kobanê û Efrînê… + + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê pêr (18.01.2014) biryara beşdarbûna li kongreya Cenêv2 da, karvedanên cuda û cîwaz ji hinek aliyên opzisyonê û herwiha aliyên navdewletî derketin holê. + +Kemal Lebwanî ku ji Hevpeymaniya opozisyonê vekişiya ye bi tundî êrîşî Hevpeymaniyê û biryara beşdarbûna Cenêv2 kir û got armanca Cenêv2 rawestandina şoreşê û parçekirina Sûriyê ye. + +Berî salekê ji niha, Lebwanî di hevdîtinekê de ligel malpera Zeman el-Wesil ku roja 19ê çile yê 2013 an hatibû belavkirin, gotibû Amerîka dixwaze Sûriyê parçebike û fedraliyeteke Kurdî û Elewî damezrîne. + +Lê welatên Rojava ku weke hevalbendên opozisyonê tên naskirin, bi erênî û dilxweşî pêşwaziya biryara Hevpeymaniyê kirin. + +Di daxuyaniyekê de, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry biryara Hevpeymaniyê weke biryareke wêrek û li pêş wesif kir û got ew di berjewendiya gelê Sûriyê de ye. + +Wezîrê derve yê Brîtaniya, William Hague pêşwaziya biryara Hevpeymaniyê kir û tekez kir ku her çareseriyeke bi erêkirina her du aliyan tê wê wateyê ku Esed dê nikaribe ti rolê di siberoja Sûriyê de bilîze. +Ji aliyê xwe ve, di daxuyaniyeke çapemeniyê de, wezîrê derve yê Fransa, Laurent Fabius pesnê biryara hevpeymaniyê da û got tevî hemû kiryarên hovane yên rejîma Sûriyê ev biryar tê wateya peydakirina çareseriyeke aştiyane. + +Derbarê Şêweyê beşdarbûna Kurdan de, endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniyê Mihemed Xêr Bengo ji Rûdawê re ragihand ku biryare her pênc endamên komîteya pêwendiyên derve yên Encûmena Niştimaniya Kurd, Hemîd Hecî Derwêş, Ebdulhekîm Beşar, Ibrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno li Cenêv beşdar bibin. +Bengo diyar kir ku ji bo cîgirtina di nava şandeyê de, Hecî Derwîş yekem, Beşar duyem, Biro sêyem di rêzbendê de hatine binav kirin, ango eger tenê yek kes kurd dinava şandeyê de be, wê Hemîd Hecî Derwîş nûnertiya wan bike. +Derbarê hemahengiya bi PYDê re, Bengo da zanîn ku PYDê beşek ji Desteya Hemahengiyê ye û eger tevlî kongreyê bibin ew dê li gorî lihevkirina Hewlêrê bi yek nêrînê di kongreyê de tev bigerin. +Beşek ji kurdan dibêje ku dibe Cenêv2 bibe Lozana duyem û beşek ji opozisyonê jî dibêje ku dibe bibe Saykis- pîko ya Sûriyê, li bi her hal, Cenêv2 dê tenê Cenêv 2 be. + +Bexda (Rûdaw)- Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê hurgiliyên civîna navbera Şanda Herêma Kurdistanê Hikûmeta Bexdayê kir û da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gotiye ku wan gerentî ji şanda Herêma Kurdistanê wergirtine, lê Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî red kir ku beha ti gerentiyan kiribe. + +Piştî derbasbûna çend deqîqeyekê li ser civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî, Nûrî Malikî ragihand ku ";Nabe em li ser bermîlek petrol yan pere cuda bibin";. + +Di çarçoveya mehekê de ev bû cara duyem ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike, şanda yekem roja (25.12.2014) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir, şanda duyem jî bi Serkatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duh (19.01.2014) gihîşte Bexdayê. + +";Gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê nekiriye"; + +Berî ku şanda Herêma Kurdistanê bigihe Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê dixwar. Lê piştî bidawî hatina civîna ligel Nêçîrvan Barzanî, Malikî wiha ji Rûdawê re got: ";Min negotiya ezê budceya Herêm bibrim, lê min got ku pêwîste lihevtêgehiştin navebra Hewlêr û Bexdayê hebe bo çareserkirina arîşeyan";. + +Herwiha Malikî got: ";Gelo budce li ser çi bingehekê tê dariştin, tenê pişt bi dahata petrola başûr û naversata Iraqê girêdin, bê ku dahata petrola Herêma Kurdistanê bê hisab kirin?";, Malikî axevtina xwe berdewam dike û dibêje: ";Eger bi wî awayê be dê pişka Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17e ye ji dahata petrola Kurdistanê hisab bikin";, herwiha Malikî daxwaz kir ku budceya Iraqê ";Dahata petrola başûr û Herêma Kurdistanê di budceyê de be, û budceya giştî ji wê bê drustkirin û bi vî awayî ji sedî 17e ji pişka Herêma Kurdistanê bê xerç kirin";. + +Encûmeneke niştimanî bo petrolê + +Piştî bidawî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina pêşniyara xwe bo Herêma Kurdistanê derbarê çawaniya çareserkirina arîşeya petrol û budceyê navbera Hewlêr û Bexda, Malikî eşkere kir ku ";Pêwîste heta dereçûna yasa petrol û gazê li Iraqê, encûmeneke niştimanî bo petrolê bê pêk anîn, da proseya deranîn, girêbest û firotina petrolê di rêya wê re be, û wê nûnerê Herêma Kurdistanê jî di wê encûmenê de hebe";. + +";Me gerentî ji Kurdan wergirtiye"; +Di dirêjiya axevtinê xwe de, Nûrî malikî hinek ji naveroka civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî aşkere kir û got: ";Civîn baş bû. Herêma Kurdistanê bêy Bexda petrolê naşîne derve"; herwiha got: ";Şanda Herêma Kurdistanê gerentî da ku ew bêy Bexdayê petrola naşînin derve";. + +Di himber de Nêçîrvan Barzanî, di bersiva çend pirsyareke Rûdawê de got ku ji bo firotina petrola Herêma Kurdistanê ";Behsa ti gerentiyekê nehatiye kirin";. Herwiha rexne li Hikûmeta Iraqê kir û gor: ";Ew budceya ku niha li Parlamentoya Iraqê bi ti awayekî nayê qebûl kirin";. + +";Nabe petrol bi erzanî bê firotin"; +Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karubarên enerjiyê Hisên Şehristanî ji Rûdawê re got: ";Pêdviya Herêma Kurdistanê bi demekê zêdetir heye da pêşniyarên me dîrase bikin, lê rêkeftin li ser çarçoveyeke giştî em rêkeftin";. + +Herwiha hizra Şehristanî derbarê firotina petrola herêma Kurdistanê wek nêrîna Malikî bû ";Pêwîste şandin û firotina petrolê ne yek alî be, pêwîste nonerê wezareta petrolê, Herêma Kurdistan, parêzgehên ku petrolê berhem tînin û ew parêzgehên ku petrola wan nîne beşdarî wê piroseyê bibin û mîkanîzmeke hevpar bo firtoina petrolê bibînin";. + +Hisên Şehristanê behsa firotina petrola Kurdistanê kir û got: ";Divê petrol bi baştirîn nirxên cîhanê bê firotin û dahata wê biçe sindûqa (DFI)";, herwiha da zanîn ku wan ji ";Şanda Herêma Kurdistanê re got ku firotina petrolê bi nirxekî arzan nayê qebûlkirin, çi li Hewlêr be û çi li Besra be, divê tenê yek dest bo firotina petrolê hebe";. + +Şehristanê berî niha daxwaza birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ya sala 2014an kiribû, herwih gotibû eger Herêma Kurdistanê petrola xwe nefiroşe û dahata wê radestî Iraqê neke divê ew pere ji pişa wê di budceyê de bê birîn. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de pêşniyara Şehristanî red kir û jê re gotiye ku dê Herêma Kurdistanê petrola xwe bifiroşe û dê dahata wê jî di dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, û piştî deranîna ji sedî 17 û pereyên heqdesta kompaniyayên petrolê û budceya Pêşmerge, tiştê ku zêde bimîne dê radestî Bexdayê bê kirin, û ev pêşniyar ji aliyê Şehristanî ve nehat qebûl kirin. + +Ji aliyek din ve Şehristanî got: ";Herêma Kurdistanê dizane ku eger petrola Kurdistan neşîne derve wê demê dê dahat pêwîst di dest me de nebe ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bidin. Lê eger nehate şandin û hiceta wê ew bû ku ev li derveyê desthelata wan bû, bo nimûne tqandina boriya petrolê be, wê demê dê gotineke din hebe";. + +Dr. Qeywan Sîweylî* + +Hewlêr (Rûdaw) - Daxuyaniyeke cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarê Enerjiyê Dr. Husên Şehristanî balkêş û hilgira danûstandinê ye ku piştî derbasbûna projeya budceyê li encûmena wezîran, ji nûnerên kurd re hat gotin herin bo xwe petrolê bifiroşin û pereyên wê vegerînin bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tibaba beşê budceya 17 ji sedî ku ji Bexdayê tê. + + +Gelo Şehristanî ji çi nerîna şarezayî vê axaftinê dike? + +Di vir de bo lêkolînê vê babetê, em tibaba vegerandina pereyên firotina petrola Herêma Kurdistanê analîz dikin. Wiha dahata firotina tibaba 400 hezar bermîl petrola xav di rojekê de zelal dike. + + +Di vê lêkolînê de hemû ev hokarên ku di girêbesta dabeşkirina dahatê de PSA hate berçavkirin. + + +1- Texmîn dibe buhaya her bermîleke petrolê bi 100 dolarî be û ev buha di bazarên wizeyê de di dema salekê de tê sepandin. Her mirovekî şareza eger ji tevgera aborî û nirxa petrolê, di bazarên wizeyê de vekole naçe bin barê texmînkirineke wiha. + + +2- Texmîn dibe ti xerciyeke me ya din nabe, weke xerciya bo derbasbûna petrolê bo welatê Tirkiyeyê, xerciya rêvebirin, şandin û paşketinkirina ji benderên Ceyhan ku ev texmîn nedirust e, çiku bo her bermîlek petrola xav a şandî divê tibaba 10 dolar bo van xerciyan deyne. + + +3- Texmîn dibe em rojane bê westan dikarin di salekê de, wate 365 rojan, tev bi berdewamiya petrola xav berhem bînin û bişînin. Ev bi nerîna karê praktîkî û fîzîkî li nav hemû wêstgehên pakkirina petrola xav dîsa ne li cihê xwe ye û ne riyalît e. + + +4- Texmîn dibe petrola şandî bi rêya Tirkiyeyê, bi buhaya bazarên derve tê firotin ku li gor girêbesta navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê ne wiha ye û divê tibaba 50 ji sedî ji vê petrolê bi buhayeke guncaw û erzantir bide Tirkiyeyê û tibaba 50 ji sedî jê bo firotina bi buhaya bazarên derve, wate ev texmîna me jî li ser payeyeke lawaz hatiye danîn. + + +Tibaba petrola xav di rojekê de bi bermîl 400 hezar Roj di salekê de 365 Buhaya her bermîleke petrolê 100 dolar Milyar dolar tevaya giştî ya dahata salekê 14.6 milyar dolar Wate dahata firotina petrola salekê li Herêma Kurdistanê dibe 14.6 milyar dolar. + + +5- Texmîn dibe ev dahat bê gendelî digihe xezîneya Herêma Kurdistanê. Ew mirovê ku li Herêma Kurdistanê bijî û karîna bîrbirina wî hebe û eqlê wî dirust be naçe bin barê texmîna wiha. + + +Li cem me tevan eşkere ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor girêbesteke fermî ligel kompanyayên biyanî di warê petrolê de, biryara girêbesta dabeşkirina dahata firotina petrolê di nav xwe de pesend kir û tu nikar î lê poşman bibî, her pirsgirêkek jî di navbera wan de yekser diçe bo dadgehên Brîtanyayê bo çareserkirinê. + + +*Şarezayê di warê enerjiyê de. + +Helwêr (Rûdaw)- Piştî bidawîhatina civînan ligel Hikûmeta Iraqê li bajarê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva çend pirsyareke Rûdawê li ser pirsa pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku pêk anîna hikûmetê karekî ne hesane. + +Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû wiha ji Rûdaw re axivî: ";Ez nikarim bêjim dê hikûmet di filan demê de bê avakirin, lê danûstan û gotûbêjên me ligel hemû aliyan berdewamin da em bighin encamekê";. + +Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbarê helwêsta PDKê ji YNKê got di pirsa pêk anîna hikûmetê de got: ";Em Yekîtî wek hêzeke hevpeymanê xwe dizanin û em piştgiriya wê dikin da beşdarî hikûmetê bibe. wan biryara xwe dane ku dê bi awayekî cidî beşdarî di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê de bikin";. + +Derbarê pirsa bê gelo dê çend cîgirên Serwezîrê Herêma Kurdistanê di hikûmeta Bê de hebe? Swerokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî: ";Heta niha nehatiye yek alî kirin. Em mijûlê gotûbêjane li ser pirsa cîgirê Serokê hikûmetê û çi serokê parlamentoyê û çend pirsên din ligel aliyê din da em bigihin lihev tê gehiştinekê. Tiştê ku ez dixwazim bêjim prose ne hesane û zehmete. Lê Kurdistan niha pêdiviya wê bi yek dengiya hemû hêz û aliyên siyasî heye";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got: ";Hizar me ewe ku demek temam bidin da em bighin lihev tê gehiştinke hevpar. Em dixwazin hemû hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê beşdarî hikûmetê bibin. Yekîtiya Niştimanî, Komel, Yekgirtû û Gorran. Em dixawzin hikûmetekê drust bikin ku hemû alî di her çar salên bê de pêkve kar bikin ji bo wan pirsên girîng ên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin";. + + + +Hamburg (Rûdaw) - Malbata Sehdînê Egîd li bajarê Hamburg a Almanyayê dijî. Hevjîn Sehdînê Egîd û Emîne xwediyê çar zarokan e; Serhat(22), Derya û Duygu, herdu cêwî ne û 22 salî ne û Egîd (11). Derya û Serhat havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana Herêma Kurdistanê kirin. + +Malbata Sehdînê Egîd (Etdoger) ji bakurê Kurdistana wek penaber hatine Almanyayê. Ew ji gundê Qerşêxê yê li ser Paloyê ye û Emîne Etdogar jî gundê Caro yê heman navçeyê ye. Herdûyan jî dibistana seretayî xwendine. + +Sehdîn di sala 1990ê de wekî penaber hatiye Almanyayê. Serhat û dayika xwe di sala 1997ê de hatine Almanyayê. Di heman salê de Derya û Duygu xwe gihandine wan. Egîd di sala 2002ê de li Hamburgê hatiye dinyayê. Hemû zarokên malbatê bi awayekî serkeftî dibistana xwe qedandine û Egîd jî niha bi awayekî serkeftî xwendina xwe ya dibistanê berdewam dike. + +Serhat niha li bajarê Aachenê bijîjkî û kargeriya navnetewî û Derya jî li Marburgê bijîşkiyê dixwîne. Duygu li Hamburgê di warê tendirustî de perwerdeya karbendî pêk tîne û dixwaze dûre bijîşkiyê bixwîne. Zarok li malê bi dêbavên xwe re bi dimilî diaxivin lê ew hem dimilî û hem jî almanî bi hevre danûstandinê dikin. + +Hemû zarokên malbatê endamên komela Komkarê ya Hambûrgê ne û di nava rêxistina ciwanan ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Komciwanê de çalak in. Bavê wan jî ji berê ve endamê Komkarê ye. Wan ji zaroktî ve di bin banê heman komelê de di nava komên folklor, mûzîk û şanoyê de cih girtiye. Derya niha di nava Komciwanê de karê çandî û Serhat jî yê ragihandinê dike. Dêbavan giringiyeke mezin daye pirrzimanî û pirrçandiya li Almanyayê. Vê yekê bandor li zarokên wan jî kiriye. + +Serhat û Derya havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana başûrê Kurdistanê kirin. Wan di serdana xwe de gellek sazî û partî ziyaret kirin. Derya vê serdana xwe wiha bilêv dike: ";Me cara yekemîn di nava axa azad ya Kurdistanê de gerek pêk anî. Ev yek ji bo me kêfxweşiyeke bêhempa bû. Me dixwast ezmûna Kurdistanê bi çavên xwe bibînin, bi dezgehên hûnerî, çandî, civakî û sîyasî re û bi taybetî jî bi dezgehên ciwanan re pêwendiyan pêk bînin. + +Me bajarên wekî Duhok, Hewlêr, Barzan, Amêdiyê û Laleş zîyaret kirin. Dema em li Kurdistanê bûn, xebatên hilbijartinê hebûn. Me çavderiya çalakiyên hilbijartinê kirin. Ji bo me dîtina Kurdistana azad bextewariyeke mezin bû."; Derbarê bandora herî mezin ya li wan jî bûye, Derya wiha dibêje: ";Bi taybetî serîlêdana baregaha penaberan ya Domîz bandoreke mezin li ser me pêk anî."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibe, sêşemê, saet 10ê sibehê bi dema Qamişlo, Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê dê hikûmeta Demî ya Kantona Cezîrê ragihîne. + +PYDê, rêxistinên cuda yên bi ser ve, hinek aliyên ereb, xiristyan û partiyên kurd, bi şêweyekî yekalî û bêyî Encûmena Niştimanî ya Kurd projeya Rêveberiya Demî ragihandibûn û gavên cîbicîkirina vê projeyê bilez û çalak kiribûn. + +Roja 6ê çile, Encûmena Demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê li bajarê Amûdê civiyabû û pirojeyên Rêveberiyê gengeşe kiribûn û pejirandibûn. + +Di projeya Rêveberiya Demî de, herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser sê kantonên cuda, Cezîre, Kobanî û Efrînê hatine dabeşkirin û ti navnîşana kurdî yan jî kurdistanî li ser wan nehatiye sepandin. + +Li gorî zanyariyên çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna ragihandina hikûmeta demî jî dê li Navenda Çand û Hunerê li bajarê Amûdê bê lidarxistin. + +Roja 27ê tîrmeha 2013an, hêzên Asayişê û YPGê yên ser bi PYDê ve xwepêşanderên sivîl gulebaran kiribûn û her wiha avêtibûn ser navend û paregehên çend partiyên kurd li bajarê Amûdê û di encamê de heft kesan canê xwe jidest dabûn û hejmareke din jî birîndar bibûn. +Derbarê hêmayên vê gava PYDê, Nûnerê Encûmena Niştimanî ya kurd di Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê de, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got: ";her ku karekî girîng ji bo pirsa gelê kurd û Sûriyê tê kirin, PYDê karekî taybet bi xwe dike da ku balê ji ser vî karî bidin alîkî";. + +Biro diyar kir ku mebest ji ragihandina hikûmeta demî tenê rojekê berî lidarxistina Cenêv2 ew e ku helwesta kurdî û nûnerên kurdan di kongreyê de bên lawaz kirin. + +Biro got qonaxa lidarxistina kongreya Cenêvê ji bo gelê Kurd û Sûriyê qonaxeke pir girîng e û ew dixwazin hemû karînên xwe li ser vê qonaxê fokalîze bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya polîsên Hewlêrê ragihand ku jineke temen 24 salî xwe di mala xwe de xeniqand. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan xoşnav got: ";Îro (20.01.2014) li bajarê Hewlêrê jineke temen 20 salî xwe di mala xwe de xenqand";. + +Herwiha Karwan Xoşnav ragihand ku termê wê jinê bo pizîşkê dadwerî yê bajarê Hewlêrê ji bo encamdana lêkolînan. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê eşkere kir ku hêzên polîs dest bi lêkolînan li ser vê bûyerê kirine. + +Hêjayê gotinê ye ku gelek car bûyerên bi vî awayî ji ber nakokiyên civakî tên encamdan. + + + +Almanya (Rûdaw) - Bi taybetî babetên mîna dozên namûsê yên di nava malbatên kurd de li gellek welatên Ewropî dikevin di rojeva medyaya herêmî û ya netewî ya van welatan de. Vê carê jî çîroka zexta malbateke kurd ya li ser keça wan bû mijara rojnameyên li eyaleta Baden Wurtenberg a Almanyayê. Keça kurd ya bi nasnav Aylîn N. ku niha 30 salî ye, ji ber gumanên dayika xwe û hewle zewicandinê ji malê reviya û niha li cem xaltiya xwe dijî. Ew niha li xanî û kar digere û dixwaze ji vir û pê de jiyana xwe bi serê berdewam bike. + +Li gor dezgehên medyayê yên herêmî yên eyaleta Baden Wurtenbergê, Aylîn niha li derdora bajarokê vê eyaletê yê bi navê Lorach dijî û heta demeke kurt ew li eyaleta Nordrhein Westfalenê ligel malbata xwe dijiya. Malbata wê di salên 1970an de bi armanca karkirinê ji Bakurê Kurdistanê tê Almanyayê. Li gor gotinên Aylin N. malbata wê wekî parçeyekî civaka Ewropî tevdigeriya û di nava malbatê de kesî jî destmal wernedigirt: ";Ez jî wekî hevalên xwe yên li dibistanê mezin bûm. Li ser meseleyên din yên şertên olî jî malbata min ti caran zext li min nekir. Li ser rojîgirtin û nimêjê jî malbata min qet zext li min û herdu birayên min nedikir. Tenê li gor keçên di temenê min de, min nedikarî bi serbestî biçim cem kurikan."; + +Dayika wê ji ber nebûna daxwaza zewacê dikeve gumanan + +Di nava demê de birayên Aylînê wekî herkesî heryekî keçekî nas dikin û dizewicin. Ew jî dixwaze rojekî wekî wan kesekî bi dilê xwe peyda bike û dûre bizewice. Lê belê di vî warî de ecele nake. Aylîn N. diyar dike ku piştî temenê wê dibe 25 salî, zexta dêûbavan li ser wê destpê dike. Ew vê zextê wekî ";terora psîkolojîk"; bilêv dike. Wê heta wê demê hay ji dêbavên xwe yên ku teqawît bûne dima. Heta wê demê jî fikra zewacê jî di serê wê re derbas nedibû û ji kesên jê pirs dikirin ka çima nazewice jî, wê ev bersiv dida: ";Hêj nebûye nesîb."; Lê belê dayika wê ji nebûna wê ya daxwaziya zewacê dikevê gumanan. Dayik difikire ku ji ber keça wê ji keçûkbûnê ketiye, ew ditirse ku bizewice. Ev guman dibin sedem ku dayika wê çavdêriya wê li dikana kozmetîkê ya ku ew kar dike bike, telofona wê ya destan kontrol bike û pê re jî herdem li takometra otomobîla wê binêre ka ew çend kîlometreyan dike. Herwiha dayika wê herdem dixwaze ku keça wê biçe dawetan, ji bo xelkê nas bike. Li gor baweriya dayika wê, ewê bi xêra dawetan kurekî ku pê re bizewice nas bike. Lê belê bi her birsiva ";na"; ya Aylîn re gumanên li ser zêdetir dibin. Bi vê yekê zexta li ser wê jî roj bi roj zêdetir dibe. Lê belê Aylîn herdem heman bersivê dide: ";Tenê ji ber ku zarokên min çêbibin, ezê bi neqandina tiliyan bi tikesî re nezewicim."; + +Daîreya kar û rojnameyên herêmî piştgiriya wê dikin + +Aylîn piştre biryarê dide ku ji mal bireve. Ew beyî ku ti gumanan durist bike, bi mixaletiyê xwe re ji eyaleta Nordrhein Westfalinê tê herêma Lorach ya ku dikeve sêkuçkiya Almanya, Swîsre û Fransayê. Ew bê amadekarî ji malê reviya û niha jî li herêma Lorachê hem li karekî û hem jî li xaniyekî digere. Di vî warî de niha Daîreya Kar jê re dibe alîkar. Rojnameyên herêmî jî bi belavkirina hejmara telefon û navnîşana berpirsa Daîreya Kar ya Aylîn hewl didin piştevaniya wê bikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Derheqê avakirina parêzgehek nû li Rojhilatê Kurdistanê, rêxistina Besîc a Îranê jî dengê xwe kir. Serokê rêxistina Besîc, Mihemed Riza Neqdî di serdana xwe ya Rojhilatê Kurdistanê de ragihand, damezirandina parêzgehek nû bi navê Kurdistana Bakûr mîna hemû parêzgehên din ên welêt li gorî qanûnan dibe. Azerî jî dibêjin, emê kefen li xwe bikin û dakevin kolanan. + +Mihemed Riza Neqdî, her wiha diyar kir ku ev mijareke îdarî ye û nabe li nav kolan û medyayê de bê gotûbêjkirin. + +Neqdî behsa nakokiyên navbera gelên kurd û azerî li parêzgeha Ormiyê jî kir û got, nabe em bi hinek gotinan nakokiyê bixin navbera gelan û yekbûna netewî bixin metirsiyê. + +Ev gotinên serokê rêxistina Besîc rastî nerazîbûna tund a hinek kesan hat ku xwe wek parêzerên xaka Azerbaycanê û şûnketiyê tund ên mezheba şîe û aşiqên Ehlî Beyta pêxember dibînin. + +Ew kesên han di daxuyaniyekê de kurdan wek qaçaxçî û neyarê îmam Elî bi nav dikin û dibêjin, serokê rêxistina Besîc, li Mehabadê behsa perçekirina parêzgeha Omriyê kiriye û dilê neyarên îmam Husênê kurdê îmam Elî xweş kiriye. + +Ev azeriyên tund her wiha rexne li nûnerên azerî yên Ormiyê û zanayên ayînî yên şîe digirin ku li hember van gotinan bêdeng mane. + +Wan kesan her wiha gefa wê jî xwarine ku eger pêşiya daxwaziyên kurdan li Ormiyê neyê girtin dê kefen li ber bikin û dakevin kolanan. + +Parvekirina parêzgeha Ormiyê beriya niha ji aliyê nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê Osman Ehmedî, hatibû rojevê. + +Ehmedî daxwaz kiribû, li başûr û başûrê rojavayê Ormiyê, parêzgehek nû bi navê Kurdisttana Bakûr bê avakirin û navenda wê jî bajarê Mehabadê be. + +Ev di demekî ye ku li gorî benda 9 a qanûna avakirina parêzgehan a Îranê, her parêzgehek divê herî kêm milyonek nifûsa wê hebe û navenda wê jî yek ji wan bajaran be ku parêzgeh jê pêk hatiye û mercên yên siyasî, aborî, çandî, sirûştî û civakî ";guncaw"; be. + +Li gorî vê qanûnê, eger parêzgeha nû ya kurdî tenê ji bajarên kurdî yên dikevin başûrê Ormiyê, mîna Bokan (224 hezar û 628 kes), Mehabad (215 hezar û 529 kes), Serdeşt (111 hezar û 590 kes), Pîranşar (123 hezar û 639 kes) û Neqede (121 hezar û 602 kes) pêk were sifûsa wê digihîje nêzîkî 800 hezar kes, wate ji milyonekê kêmtir e û eger li bajarê Şino jî lê bê zêdekirin nifûsa wê dibe nêzîkî 900 hezar kes dîsa jî têrê nake. + +Li gorî hinek aliyan, bajarê Neqede ji ber ku jibilî kurdan azerî jî tê de dijîn, dema bi parêzgeha nû ya kurdî ve were girêdan wê çaxê îhtimala hinek alozî û tevliheviyên etnîkî û siyasî jî heye. + +Yek ji parêzgehên din ên nû ku behsa wê tê kirin, parêzgeha Zagros e ku beşek ji parêzgeha Loristanê daxwaza wê dikin û pêşniyar dikin ku bajarê Birûcêrdê ku dikeve rojhilatê Loristanê, bibe navenda wê. Helbet jibilî navê Zagros, navên mîna Bûstan, Birûcêrd û Loristana Rojhilat jî tên pêşniyarkirin. + +31 parêzgehên Îranê heye. Di warê nifûsê de Tehran ji hemû parêzgehan mezintir û parêzgeha Îlamê jî hemûyan biçûktir e, di warê rûber û firehbûnê de jî Kirman ji hemû parêzgehên din ên Îranê mezintir û Elborz jî ji hemûyan biçûktir e. + +Serokê rêxistina Besîc a Îranê, Neqdî-Li bajarê Mehabadê + +Brûksel (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de dibe mêvanê Parlamentoya Yekitiya Ewropayê (YE) û axaftinekî li ser rewşa Kurdistan û Iraqê pêşkêş dike. + +Li gorî daxuyaniyeke Parlamentoya YE ku kopiyek gihîştiye Rûdawê, Barzanî dê sibê (21.01.2014) saet 16:00 bi dema Hewlêrê, li Parlamentoya YEê amade bibe û axatinekî li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî ku Barzanî axaftina xwe pêşkêş kir dê endamên parlamentoyê pirsan jê bipirsin û ew dê jî bersiva wan bide. + +Di daxuyaniyê de behsa naveroka pirsyaran nehatiye kirin lê tê pêşbînîkirin pirsên endamên parlamentoyê li dora mijara axaftina Barzanî bin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo gotbêjkirina bi serok û rayedarên welatên Ewropa û beşdarî di civîna aborî ya Davosê li Swîsra, roja 15ê vê mehê ber bi Ewrop bi rê ket. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Polîtburoya YNKê ragihand, îhtimala wê ye ku kongreya YNKê paş bikeve. Serokê komîteya amadekariya kongrê jî dibêje, paşxistina kongrê di destê me de nîne. + +Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandiye, dê roja 31ê Çileya îsal çaremîn kongreya xwe li dar bixe lê li gorî ku xuya ye îhtimal heye kongre were paşxistin. + +Derheqê vê yekê de, endamê polîtburoya YNKê Şoriş Îsmaîl, ji malpera fermî ya YNKê re gotiye, dibe ku kongreya YNKê ya 31ê vê mehê were paşxistin. + +Li gorî wî berpirsê YNKê, serokatiya YNK dê li ser vê daxwazê nîqaş bike çimkî gellek kes vê yekê dixwazin. + +Serokê komîteya amadekariya kongrê û kargirê polîtburoya YNKê, Hakim Qadir Hemecan, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, em dê hemû amadekariyên xwe bikin da ku kongre di dema xwe de were lidarxistin lê paşxistina kongrê di destê me de nîne. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl û Berhem Salih dixwazin kongre di dema xwe de were sazkirin lê endamên polîtburoyê bûne du perçe: hinek dibêjin divê di dema xwe de bê lidarxistin û hinek jî dibêjin bila were paşxistin. +Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî kurd ji gundekî Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi karekî xwe, serokkomar û wezîrê perwerdeya Îranê li ser rewşa şagirtekî nexweş agahdar dike û ew jî soza çareserkirinê didin wî şagirtî. +Di çend rojên borî de wêneya mamosteyekî serkurkirî ji bo şagirtekî xwe yê nexweş ku porê wî weşiyabû, li ser tora civakî ya facebookê berdewam belavbûye. Mamoste Elî Mihemedyanî dema ev wêneya xwe li ser facebooka xwe belav dike, li ser dinivîse "Ez û Mahan alerjiya mû di serê me de heye." Ev çîrok bi sedema raporta televizyona dewleta Îranê digihe guhê berpirsên bilind ên Îranê. Piştre Hesen Rûhanî wî vedixwîne Tehranê û wî xelat dike. Biryarê jî dide çareserî bo vî şagirtî bibe. +Elî Mihemedyanî di vî warî de ji Rûdawê re got, "Komîteyeke pispor ji 11 kesan ji zanîngeha Razî ya Tehranê pêk hat da ku lêkolînê ji nexweşiya Mahan bikin. Nimûneya pişkinînê ya bijîjkê wî hate şandin bo Almanyayê û biryar e di 2 heftiyên bê de bersiva wê vegere." +Mahan Rehîmî (8) ji pola duyem a seretayî ye, ji gundê Şêx Şeltût ê navçeya Merîwanê ye li rojhilatê Kurdistanê, ku li gor gotina bavê wî sibehekê ji xew radibin û dibînin mû bi serê Mahan ve nemaye. +Piştî kêmî mehekê nenûkên wî jî diweşin. Bavê Mahan dibêje, "Me serdana gellek doktoran kir. Lê ne nexweşiya Mahan hat naskirin û ne derman jê re hebû." Êdî ew ji çareseriya nexweşiya Mahan bêhêvî dibin. +Mamoste Elî dibêje, şagirtên din tinazên xwe bi Mahan dikirin, wî jî bo ku dilê Mahan xweş bike, biryar da karekî bike êdî zarok tinazên xwe bi Mahan nekin: "Min biryar da serê xwe kur bikim. Pirr kêfxweş im ku niha rewşa Mahan baş e û ew karê min bû sedema wê yekê ku berpirsên Îranê hewla çareseriyan nexweşiya wî didin." +Berî berpirsên hikûmetê li Merîwan û Tehranê, xelkên Merîwanê rêzdariya karê mamoste Elî kirin. Wan nîşanek li kolana Merîwanê daliqandin û karê wî mamosteyî bilind nirxandin. Piştre rêveberiya perwerde ya Merîwanê, Elî wek mamosteyê nimûne destnîşan kir. +Ew karê mamoste Elî gellekî deng veda û wêneya vî mamosteyî û şagirtê wî dakete ser pûlên postaya Îranê. Karê Mamoste Elî deriyê hêviyê bo hemû şagirtên din ên nexweş, ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, lê belê li hemû Îranê vedike. +Li gor gotina Mamoste biryar e komîteyek pêk bê bo dîtina wan zarokên ku li hemû dibistanên Îranê nexweş in da ku nexweşiya wan çareser bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Rojhilatê Hewlêrê ragihand, li bajarê Koyê yê Başûr Kurdistanê berpirsekî rêxistina El Qadîdê ji aliyê tîmên asayişê ve hatiye girtin. + +Rêveberê ragihandina asayişa rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, piştî lipeçûnek hûr û bidestxistina agahiyan îro danê êvarê ";terorîstekî mezin"; li bajarê Koyê hat girtin. + +Adil Yasîn da zanîn, ew tohmetbar iraqî ye û temenê wî jî 40 sal e. + +Yasîn eşkere kir ku ew terorîst, berpirsê çalakiyên terorîstî yên rêxistina El Qaîdê li devera Tacî ya Bexdayê bû ku ji girtîgeha Ebû Xurêb a Bexdayê reviyabû. + +Wî berpirsê asayişê ragihand, piştî ku ew terorîst hat girtin li xwe mukir hat ku di encama êrişek çekdarî de ji girtîgeha Ebû Xurêb reviyaye û çûye Koyê û xwe li wir veşartiye. + +Adil Yasîn, got ku piştî ku ew tohmetbar girtin şandin asayişa Silêmaniyê. + +Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa D a Amedê Adnan Yalçîn û Şemsedîn Kargili ku ji ber nexweşîyên pençeşêrê rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê rewşa wan giran e. Yalçin hîn di bin çavdêriya tund de ye. Kargili jî, ji ber rîska jiyanê nayê emeliyatknirin û rewşa wî giran e. + +Girtiyên siyasî ji ber ku nayên dermankirin û nayên berdan roj bi roj rewşa wan giran dibin. + +Heta niha li gorî rapora Komela Mafên Mirov (ÎHD), 544 girtiyên nexweş hene û 163 girtî di sînorê mirinê de tekoşîna jiyanê didin. Ji van girtiyên nexweş 2 girtiyên rewşa wan giran Adnan Yalçîn ê pençeşêra kolonê û Şemsedîn Kargili yê pençeşêra gurçikê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin. + +Yalçin û Kargili demek dirêj e li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hatine razandin û li benda tedawiyê ne. Adnan Yalçin 2 hefte berê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û hefteya borî di emeliyatê de kirîza dil derbas kiribû. Hat zanîn ku îro ji beşa tedawiyê derxistin û şandin rewîra girtiyan. + +Doktorê Yalçîn, Mervan Ferda, diyar kir ku wan Yalçîn ji nexweşiya kolonê emeliyat kir û anî ziman ku rewşa Yalçin hîn giran e. + +Yek ji girtiyê nexweş ê rewşa wî giran jî Şemsedîn Kargili ye. Kargili, bi nexweşiya pençeşêra gurçikê ketiye û li benda emeliyatê ye. Li gorî agahiyan, malbata Kargili hefteyê 2 rojan dibin nexweşxaneyê û dîsa dişînin girtîgehê. + +Divê Şemsedîn Kargili ji gurçikên xwe bê emeliyatkirin, lê ji ber rîska jiyane nayê emeliyatkirin. Doktoran jî diyar kirin ku rewşa Kargili xerab e. + +Qamişlo (Rûdaw)- Civîna encûmena danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Di civînê de dê encûmena cîbicîkar a kantona Cezîrê bê hil bijartin. + +Peyamêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku berpirsên civînên nehêtşin tima Tora Medyayî ya Rûdawê civîna îro bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di civînê de ku 86 endam ji koma 91 endaman beşdar in, dê hikûmeta kantona herêma Cezîrê bê hilbijartin ku tê çaverêkirin ji serok û 2 cîgirên wî û herwiha 22 wezaretan pêk were. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ekrem Hiso ji bo serokatiya hikûmeta kantona Cezîrê û kesatiya Ereb Hisên Ezam û kesatiyeke Xristyan wek cîgirên wî hatine destnîşankirin. + +Li gor zanyariyên ku belav bûne Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê ye wek wezîrê têkiliyên derve hatiye destnîşankirin. + +Rûdawê telefona Salih Gedo kir ji bo ku wan zanyariyan piştrast bike, Gedo ew yek red nekir û tenê got ku rêveberiya demî dê îro bê ragihandin. + +ENKSê ku ji 14 partiyên Kurd û gelek rêxisinên xortan û kesatiyên serbixwe pêk tê biryar daye ku tevlî rêveberiya demî nebe û ji Partiya Çep a Demokrat û Partiya Çep a bi serokatiya Mihemed Mûsa xwestiye ku xwe ji rêveberiyê vekişînin. + +Rêveberiya demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan hat ragihandin. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamekî serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji ber Mela Bextyar û Seidî Ehmed Pîre li dervey welatin, civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya YNKê hat paşxistin. + +Biryar bû îro sêşemê Encûmena Serkirdatiya YNKê civînekê li dar bixe û tê de biryar bide bê kongreya YNKê dê di dema xwe ya diyarkirî de (31/1/2014) bê lidarxistin yan dê were paşxistin. + +Endamê serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber amadenebûna berpirsê kargêrî yê Polîtbîroyê Mela Bextyar û endamê Polîtbîroyê Seidî Pîre, civîna îro hat paşxistin. + +Eseserd diyar kir ku heta niha ew yek yekalî nebûye bê kongre dê di dema xwe de bê lidarxitin yan na. + +Eseserd herwiha got ";Herçende li gor peyrewa navxwe dibe kongre di dema xwe de bê lidarxistin, lê her roj daxwazên paşxistina kongreyê zêde dibin û divê civîna Encûmena Serkirdatiyê biryar li ser lidarxistin an jî paşxistina kongreyê bide."; + + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku di 12ê mijdara 2013an ji aliyê PYDê û çend partiyên din amadekariya wê tê kirin, îro rêveberiya demkî li kantona Cezîrê ragihand. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku di civînê de serokatiya rêveberiyê li Cezîrê û 20 wezîrên wê hatin hilbijartin û piştre hemûyan bi her sê zimanên kurdî, suryanî û erebî sûnda yasayî xwarin. + +Herwiha dîwana encûmena yasadanînê ya demkî ku ji 5 kesan pêk tê, hat hilbijartin. + +Navên endamên desteya serokatiyê û wezîrên rêveberiya demkî li kantona Cezîrê wiha ne: + +Serokatiya rêveberiya demî li Cezîrê: + +Serok: Ekrem Hiso (Kurd) + +Cîgir: Îlîzabêt Goriyê (Suryan) û Hisên Ezam (Ereb) + +Wezîrên rêveberiya demî li Cezîrê + +Wezîrê Têkiliyên Derve: Salih Gedo (Kurd) + +Wezîrê Bergiriyê: Ebdilkerîm Sarûxan (Kurd) + +Wezîrê Navxwe: Kenaan Berekat (Kurd) + +Wezîrê Şaredariyan: Edbilmesîh Coxo (Suryan) + +Wezîrê Darayî: Remziye Mihemed (Kurd) + +Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî: Dijwar Ehmed Axa (Kurd) + +Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê: Mihemed Salih Ebdo (Kurd) + +Wezîrê Çandiniyê: Salih el-Zobeh (Ereb) + +Wezîrê tendirustiyê: Ebdilmecîd Sebrî (Kurd) + +Wezîrê Bazirganiyê: Sîham Qeryo (Suryan) + +Wezîrê Malbatên Şehîdan: Rêzan Kêlo (Kurd) + +Wezîrê Rewşenbîrî: Nihawend Mihemed Hesen (Kurd) + +Wezîrê Veguhestinê: Mihemed Hesen el-Ebûd (Ereb) + +Wezîrê Werziş û Ciwanan: Mihemed Îsa Fatimê (Kurd) + +Wezîrê Jîngeh, Geştyarî û Şûnwaran: Luqman Ehmê (Kurd) + +Wezîrê Karûbarên Olî: Şêx Mihemed el-Qadirî (Ereb) + +Wezîra Karûbarên Jinan: Emîne Omer (Kurd) + +Wezîrê Mafên Mirovan: Senharîb Bersûm (Suryan) + +Wezîrê Kontrolkirina Bazarê: Fener Hesen Gihêt (Ereb) + +Wezîrê Gihandinê: Telal Mihemed (Kurd) + +Wezîrê Dadê: Ebdilhemîd Bekir (Kurd) + +Wezîrê Enerjiyê: Silêman Xelîl (Kurd) + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Desteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku herçend di şerê ku di encama bihara erebî de Kurdan zirar dîtibe jî, lê wê gelê Kurd ji van şeran yê herî serkeftî derbikeve. + +Bayik di hevpeyvînekê ligel telefîzyona fermî ya Rûsya de diyar kir ku di nexşeya ku di salên 1990yan de ji bo Rojhilata Navîn a mezin hatî çêkirin de, nexşeya Kurdistanê heye û wa diyare ku Kurdistan wê bibe movika pişta Rojhilata Navîn. + +Cemîl Bayik got ";Li Rojhilata Navîn lîstika şerê cîhanê yê siyemîn tê lîstin, sîstema sermayeya hemdem ku welatên Rojava pêşkêşî jê re dikin, dixwazin nexşeya herêmê li gor berjewndiyên xwe biguherînin";. + +Hevserokê KCKê herwiha got ";Tirkiyê di krîza Sûriyê de bi dijmantiya Kurdan de kêmasiyeke kujek û stratejîk kiriye";. + + +Îlam (Rûdaw)- Parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê yek ji parêzgehên herî zengîn bi xwedîkirin û berhemanîna masî û zîndewerên avî ye, ne tenê li Rojhilatê Kurdistnê lê li seranserê Îranê. + +Li gor amarên fermî, di sala 2013an de li parêzgeha Îlamê bêtir ji 6 hezar ton masî berhem hatine. + +Seqaya taybet ya parêzgeha Îlamê alîkariya xwedîkirina masiyan, zîndewer û ajelên avî dike bi taybet masiyên ji curê Qizil Ala. + +Herwiha li gorî amaran nêzîkî 200 navendên xwedîkirina masiyan li parêzgeha Îlamê hene ku salane bêtir ji 6 hezar ton ji ajelên avî berhem tîne, û wan dişîne bazarên Îlamê,Rojilatê Kurdistanê, parêzgehên Îranê û welatên derve. + +Îlam parzêgeheke veqetandiye û rêjeya bêkariyê di astekî bilind de ye, û bi sedema şerê 8 salî navbera Îran û Iraqê ziyaneke mezin gihîşte wê parêzgehê, lê heta niha Îlam bi awayekî baş ji aliyê hikûmeta Îranê ve nehatiye qerebûkirin. + +Hebûna çendîn rûbar û bendav wiha kir ku hikûmeta Îranê girîngiyê bide pêşxistina xwedîkirina zîndewerên avî û sûd wergirtin ji beşek biçûk ya wê parêzgehê. + +Bi nêrîna şarezayên vî warî, seqayeke baş li Rojhilatê Kurdistanê heye ji bo xwedîkirin û berhemanîna masî û zîndewerên avî, herwih pêşxistin û girîngîdan bi vî warî dibe sedema peydakirina derfetên kar bo xwendekarên zanista ajelên avî. + + +Hewlêr (Rûdaw/ANHA) - Piştî ku rêveberiya demkî li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Hesekê yên kantonê xelk daketin kolanan û pîrozbahî lidar xistin. + +Qamişlo + +Pîrozbahî li Çerxerêya Munîr Hebîb a li Taxa Xerbî hate lidarxistin. Li qadê ji bo pîrozbahiyê dikek mezin hate avakirin û kolan bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hatin vekirin. Dîsa alên YPG’ê û pankartên wekî, ";Ragihandina rêveberiya xweser ji bo gelê Rojava pîroz be";, ";Vîna gelan di ser her biryar derve re de ye"; hatin vekirin. + +Di şahiya ku jin û zarokan bi cilên xwe yên herêmî bal kişandin de, girse piştre bi karwanekî wesayîtan li nava bajar geriya û rêveberî pîroz kir. + +Dêrik + +Li bajarên Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê welatiyan damezarandina Meclisa Rêvebir a dem pîroz kirin. + +Piştî ku îro Meclisa Zagonsaz a rêvebiriya xweseriya demokratîk li bajrê Amûdê civiya û di civînê de Meclisa Rêveir hate damezrandin, welatiyên bajarê Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê daketin kolanan û damezrandina Meclisê pîroz kirin. + +Li bajarê Dêrikê di saetên sibehê de camiyên bajêr banga şahî û pîrozbahiyan kirin, welatiyên bajêr daketin kolanan û şekir û şêranî belav kirin. Her wiha karwanên erebeyan li kolanên bajêr geriyan. Hêzên asayişê jî di vê navberê de ji bo ewlehiya welatiyan dewriyên xwe zêde kirin. + +Welatiyên bajêr ji ANHA`ê re axivîn û kêfxweşiya zwe anîn ziman, welatiyan diyar kir ku ev rojeke dîrokî ye û hêvî kirin ku bibe egera aşîtî û jiyana hevbeş. + +Girkê Legê + +Li bajarê Gikrkê Legê jî bi sedan welatî kerwanê wesayitan li nava kolanên bajar û bajaroka Rimêlan geriyan. Paşê bi sedan welatî li bavenda sûka bajêr kom bûn û şahî lidar xist. + +Hesekê + +Bi hezaran welatî li ber Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Miftî kom bûn û pîrozbahî lidar xistin. Li qada ku bi rengan hatibû xemilandin, pankarta ";Em îlankirina xweseriya demokratîk pîroz"; hate vekirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi stranên koma muzîkê ya zarokan dom kir. Piştre Endama TEV-DEM’ê Welîda Botî axivî û rêveberî li gel pîroz kir. + +Tirbespiyê + +Li bajar hemû saziyan avahiyên xwe bi rengên keskesorê xemilandin. Her wiha welatiyan bi karwanekî wesayîtan li nava bajar pîrozbahî lidarxist. Piştre li Çerxerêya Azadiyê ku bi wêneyên cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de bênavber sloganên ku rêveberiyê pîroz dikin hatin berzkirin û stran hatin gotin. + + +Enqere (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê hewlên sazkirina konferanseke îslamî didomin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dixwaze konferansekê bi navê " konferansa îslama demokratîk" pêk bîne, lê çend kom û fraksiyonên îslamî rexne li nav û naveroka konferansê dikin. + +Biryar e serê meha Adarê li bajarê Amedê li ser bangawazîya reberê PKKê Abdullah Ocalan konferansek îslamî ji aliyê KCDê ve were lidarxistin. + +Li alîyekî amadekarîyên konferansê berdewam dikin li alîyê din jî rêxistinên mîna Însiyatîfa Azadî û çend komele û saziyên îslamî yên Kurdistanê li ser nav û rêbaza konferansê rexneyên xwe tînin ziman. + +Însiyatîfa Azadî dibêje, navê konferansê bila ne konferasa îslama demokratik be , însiyatîfê bi daxuyanîyeke nivîskî pêşnîyar kir ku navê konferansê " Konsferansa Îslamê ya Kurdistanê" be. + +Serokê komîsyona lekonînên îslamî Nûredîn Sonmez bersiva Însiyatifa Azadî da û wiha got:Ev kelîme wekî yên ku dinirxînin tiştekî şeklî ye, yanî eslî nîne. Ji me re esil muhîm e. demokrasî di îslamê de heye. Em wisa dinêrin..."; + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meha Cotmeha sala 2013ê di hevdîtineke xwe ya digel parlementerên BDPê de daxwaza lidarxistina konferansa îslama demokratîk kiribû. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Parlamentoya Yekitiya Ewropayê li Brûkselê axaftinek pêşkêş kir û ragihand, kurd li Iraq û Rojhilata Navîn sedema aramiyê ne nek aloziyê. Barzanî her wiha ji Yekitiya Ewropayê xwast, nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke û piştevaniya kurdan û mafên wan bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (21.01.2014) li paytexta Belçîkayê, Brûkselê, li ser vexwandina Kîmsyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Yekitiya Ewropayê, li parlamentoyê axaftinek pêşkêş kir. + +Barzanî di axaftina xwe de behsa êş û azarên gelê kurd û komkujî û jenosîdên ku li dijî gelê kurd hatiye kirin, kir û ragihand, kurdan ewqas zilm û zordarî dîtin lê dîsa jî negotin emê tola xwe vekin, li şûna wê rûpelek nû vekirin û rêya aramiyê dan pêşiya xwe. + +Serokê Herêma Kurdistanê, anî ziman ku jixwe yek ji tiştên ku bûye sedema geşekirin û pêşketina Kurdistanê, aramiye wê ye û vê yekê hîştiye ku gellek şîrketên cîhanî li Kurdistanê berhemanînê bikin û wiha axivî: ";Ez tenê vê bêjim, yek ji nîşanên geşekirina Kurdistanê zêdebûna dahata tak e, çimkî dahata tak beriya sala 2003an ji 500 dolaran kêmtir bû lê niha zêdetirî 5 hezar dolar e."; + +Mesûd Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi alîkarî û ezmûnên Ewropa heye da ku bikaribe xwe bi awayekî modern pêş bixe û wiha got: ";Em ji we dixwazin ku nûnertiya Yekitiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê bê vekirin. Ev dê bibe sedema xurtbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên Ewropa di warê aborî de."; + +Barzanî ji Ewropayê xwast, di nehîştina teror û avakirina dewletek demokratîk û federal li Iraqê alîkariya pêvajoya siyasî li Iraqê bike. + +Serok Barzanî, da zanîn ku niha li Herêma Kurdistanê 250 hezar penaberên Sûriyê heye ku piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di nav wan de ereb, mesîhî û netewên din jî hene, her wiha 200 hezar erebên başûr û navîna Iraqê ji ber terorê û aloziya ewlehiyê hatine Kurdistanê ne, nêzîkî 10 hezar malbatên mesîhî li Kurdistanê dijîn jibilî vê 26 hezar malbatên din jî ji tirsa terorê hatine Kurdistanê, her wiha vê dawiyê jî 15 hezar kes ji devera Enbarê ya Iraqê ji ber aloziyê ewlehiyê berê xwe dane Kurdistanê. + +Mesûd Barzanî, eşkere kir ku ew bi wê şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê bûye sitargeha mirovan lê mixabin alîkariyên mirovî yên navdewletî bo penaberên di asta pêwîst de nebû. + +Serokê Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha bidawî anî: ";Herêma Kurdistanê û kurd sedemên aramiyê ne nek yên aloziyê. Emê li ser vê siyaseta xwe berdewam bin, emê hemû hewlên xwe bi hêzên din ên Iraqê re bidin da ku arîşeyan çareser bikin û saziyên dewletê ava bikin. Emê girêdayî destûrê bin û ez dîsa ji we dixwazin bo vê yekê piştevaniya me bikin û alîkariya me bikin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi milyaran bermîlên petrolê di bin erda Herêma Kurdistanê de hene. Ligel derxistina yekem bermîla petrolê jî siyaset û berjewendiyên welatên mezin li hember Kurdan hatin guhertin. + +Niha ji ber ku ev herêm di warê samanên siruştî û bin erdê de zengîn e, di korbend û qadên navdewletî de wek welatekî mamele ligel Herêma Kurdistanê tê kirin, di demekê de berê ne tenê ew ne amade bûn pêşwaziya Kurdan bikin, lê belê peyamên Kurdan jî nedihatin xwendin. + +Şêwirmendê bilind ê Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê Elî Belo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje ku niha li ser asta navdewletî amadekarî û pilan ji bo dewleta kurdî tê amadekirin ku heta 5 salên din Kurd ev herêm dê bibe dewlet û ev yek bi sedema petrolê dê pêk were. + +Axaftinên wî şêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev du salin li pey hev beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos) dike ku korbenda aborî ya herî mezine li ser asta dinyayê û tê de tenê dewlet û kompaniyên herî zengîn ên cîhanê beşdar dibin. + +Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Goran Azad dibêje ";Tiştê ku niha petrol dike ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan, ne enfal û ne jî kîmyabarana Helebce karîne bandoreke wiha çêbikin";. + +Lê şirovekarekî siyasî behsa wê yekê dike ku rewşa navçeyê wiha kiriye ku li ser asata navdewletî raya Kurdan bê berçavgirtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerên gelê Kurd li Sûriyê di kongreya Cenêv2 de tekez dikin ku ew dê hemû hewlên xwe bidin û kar bikin ji bo ku mafên gelê Kurd di belgenameyên Cenêvê de bêne gerentîkirin. + +Nûnerên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di kongreya Cenêv2 de 5 kesatî ne ku ew jî Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd Ebdilhemîd Hec Derîwş, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd el-Partî Ebdilhekîm Beşar, endamê serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Kameran Hac Ebdo û endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd el-Partî (baskê Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sîno ne. + +Ev 5 kesatiyên Kurd li gor rêkeftina di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 24ê kanûna 2013an li Hewlêrê de hat îmzekirin, dê nûneratiya Kurdan bikin di kongreyê de û bi navê Kurdna biaxifin. + +Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew û Ebdilhemîd Hec Derwîş nûneratiya Kurdan dikin di şanda danûstandinan a opozîsyona sûriyê ku hejmara endamên wê 15 kes in. + +Biro diyar kir ku Ebdilhekîm Beşar wek Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel endamên din ên serokatiya hevpeymaniyê wek lêverg û merciyetekê ne ji bo şanda danûstandinan a opozîsyonê. + +Derbarê pirsa gelo ji bo çi Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed Cerba di gotara xwe ya di destpêka kongreya Cenêv2 de behsa Kurdan nekiriye, Îbrahîm Biro got ";Tevî ku kêmasî di gotara Cerba de hebûn, lê ew tenê gotareke giştî bû û wî di gotara dawiya roja yekem a kongreyê de behsa Kurdan kir û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ku alîkariya koçberên Sûriyê dike";. + +Biro bal kişand ku ew naxwazin navên Kurdan tenê di gotaran de derbas bibe, lê ew dixwazin mafên gelê Kurd li Sûriyê di nava belgeyên ku dê di encama lihevkirina şanda opozîsyon û rejîmê de bêne amadekirin de, hebin. + +Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê herwiha tekez kir ku belgeya siyasî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ligel wan heye û ew dê kar bikin ji bo ku xalên vê belgeyê di nav belgeyên Cenêv2 de cih bigirin. + +Îbrahîm Biro diyar kir ku eger ev yek pêk neyê ew dê hewl bidin xalên rêkeftina di navbera hevpeymaniya opozîsyonê û ENKSê de di belgeyên Cenêvê de bêne tesbîtkirin û got ku eger ev yek jî pêk neyê wê demê ew dê helwesta xwe ji gelê Kurd û raya giştî re rabigihînin. + +ENKSê wek yek ji her du hêzên sereke yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike Sûriyê dewleteke federalî be û di destûr de danasîn bi gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî bê kirin. + +Li gor rêkeftina navbera ENKS û hevpeymaniya opozîsyonê de ku tebaxa 2013an hatiye îmzekirin, hevpeymaniya opozîsyonê pêgirê wê yekê ku di destûra Sûriyê de danasîn bi nasnameya gelê Kurd a neteweyî bê kirin û herwiha danasînê bi mafên neteweyî yê gelê Kurd di çarçoveya yekîtiya xak û gelê Sûriyê bê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hat şewtandin. +Çalakvanekî Kurd ji bajarokê Girkê Legê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro serê sibehê ofîsa ENKSê li bajarokê Girkê Legê Ji aliyê çend kesên nenas ve bi temamî hat şewtandin";. + + +Amed (Rûdaw)- Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê civiya. Şanda YNKê pişt re ligel Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş bi cuda civiya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê ragihand ku Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNKê Mela Bextyar û şanda pê re ligel Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak û kandîdê BDPê yê Şaredariya Amedê Ferhad Alî civiya. + +Piştî civînê şanda YNKê çû navenda BDPê li Amedê û ligel Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş civiya. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku ragihandina hikûmeta demkî li kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve, kongreya Cenêv2, têkiliyên navbera YNKê û BDPê û pêvajoya aştiyê dê mijarên sereke yên civînên navbera YNKê û BDPê bin. + +Roja pêncşemê 23/1/2014 Mela Bextyar û şanda pê re di rêya sînorê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û li navçeya Silopiyê ji aliyê parlamenterê BDPê yê Wanê Nezmî Gur û berpirsên din ên BDPê li Silopiyê hat pêşwazîkirin. + +Stenbol (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku serdana Rojavayê Kurdistanê bike, bi Wezareta Derve ya Tikiyê re hevdîtin kirin lê wezaretê destûr neda. + +Şanda HDPê ku Hevserokê Giştî yê HDPê Ertugrul Kurkçu û parlementerê Stenbolê Levent Tuzel jî di nav de ne, ragihand ";Ji bo ew biçin Rojavayê Kurdistanê, wan ew bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Davutoglu re hevdîtin kirine lê Dovutoglu bersivek nerênî daye wan";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Hevseroka Giştî ya HDPê Sebahat Tuncel ji bo ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêkanî. + +Di nûçeyê de wiha hatiye gotin: ";Tuncel biniviskî daxwaza xwe da berdevkê Parlementoya Herêma Kurdistanê. Lê derbarê daxwazê de hêj ji Herêma Kurdistanê bersiv nehatiye dayîn";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne ku Tora Medyayî ya Rûdawê ofîsa wê li Şamê heye û têkiliya wê bi Wezareta Ragihandinê ya Hikûmeta Sûriyê re heye. + +Fermandarê Giştî yê Asayişa PYDê Ciwan Îbrahîm roja 22/1/2014 di kongreyeke rojnamevaniyê de li bajarê Qamişlo ji rojnamevanan re got ku ew ecêbmayî maye ku hêzên ewlekariya dewleta Sûriyê peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî li Qamişlo girtine. + + + +Di daxuyaniyekê de Tora Medyayî ya Rûdawê red dike ku ti ofîseke wê li Şamê hebe û dixwaze Ciwan Îbrahîm belgeyên xwe derbarê vekirina wê ofîsê de aşkere bike. + +Di daxuyaniya Rûdawê de wiha hatiye gotin: + +Rûdaw li şamê ofîsa wê nîne + +Fermandarê Giştî yê Asayişa PYDê birêz Ciwan Îbrahîm roja 22/1/2014 di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihandiye ku Tora Medyayî ya Rûdawê ofîsa wê li Şamê heye û ruxset jî wergirtiye ji bo ku kar bike. + +Ev axaftin di dema ronîkirina hûrgiliyên girtina peyamnêrê Rûdawê li nav bajarê Qamişlo hatiye kirin ku tê de dibêje ew dereng bi bûyerê hesiyane û ew pê ecêbmayî mane. Berî niha jî Hevserokê PYDê Salih Mislilm li Parîsê ragihandibû ku rojnamevanê Rûdawê li nav bajarê Qamişlo nehatiye girtin û ew bajar di destê PYDê de ye. + +Mislim gotibû ku peyamnêrê Rûdawê li nêzîk balafirgeha Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve hatiye girtin. Lê Ciwan Îbrahîm bi aşkere di kongreya rojnamevaniyê de li wê yekê mukir derdikeve ku Pêşewa Behlewî li nav Qamişlo hatibû girtin. + +Derbarê vekirina ofîsekê li Şamê de, em wek Rûdaw ne agehdar in û eger birêz Ciwan Îbrahîm her belgeyek li cem wî hebe bila aşkere bike. + +Rûdawê hertim ragihandiye ku ew ne li dijî yan jî alîgirê ti partî û dewletekê ye û dixwaze karê xwe hê rojnamevaniyê yê profeşînal bike. Lewma vekirina ofîsan li Enqere, Bexda, Tehran û Şamê wek karekî pêwîst dibîne ji bo ku bûyeran bi awayekî bêalî bişopîne. Em wê rastiyê jî venaşêrin ku rojnamevanên me li Rojavayê Kurdistanê çend caran di şopandina bûyeran de hatine astengkirin û zext û guvaş li ser wan hatiye meşandin. + +Em hêvîdarin birêz Ciwan Îbrahîm wek di kongreya xwe ya rojnamevaniyê de jî soz dide, êdî rê nede wan astengkirinan û alîkariya wan rojnamevanan bike ji bo ku bikaribin karê xwe yên pîşeyî encam bidin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +Hewlêr – Başûrê Kurdistanê + +24/1/2014 + +Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê nexweş ê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman, ku dixwast bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibe li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) 5 saetan li bendê ma ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da. + +Welatiyê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman ê ku nexweşiya dilê pê re hebû, îro (24.01.2014) xwast derbasî Tirkiyê bibe û here dixtor lê li deriyê sînorî yê Xabûrê 5 saetan hat rawestandin. + +Li gorî DÎHAyê, lê dema Ebdullah derbasî aliyê Tirkiyê bû li nav rê û li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê rewşa wî têk çû û jiyana xwe ji dest da. + +Hat zanîn, Ebdullah ji bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê û temenê wî jî 55 sal bû. + Birayê Ebdullah, Salîh Silêman bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Dema em hatin Tirkiyê ji me xwastin ku em derbasî rêza otomobîlan bibin. Her çendî me got nexweşê me heye lê dîsa jî destûr nedan me. Dema me jî hewl da ku em bêsire derbas bin karmendên gumrikê 140 lîre (nêzîkî 80 dolar) ceza dan me. Em 5 saetan li deriyê Xabûrê man piştre em derbasî Tirkiyê bûn. Dema ku me xwast biçin Nexweşxaneya Êlihê li nêzî navçeya Cizîra Şirnexê kekê min jiyana xwe ji dest da." + +salih diyar kir ku berpirsyarê mirina birayê wî rêveber û karmandên gumrika Xabûrê ne û wiha got: "Sedema van nêzîkbûnan ji ber wê ye ku em kurd in, em rastî van kêfkariyan tên. Nêrîna Tirkan a li hemberî gelê kurd ti carî nayê guhertin." + +Cenazeyê Ebdullah Silêman bi otomobîla cenazeyê ya Şaredariya Cizîre şandin Herêma Kurdistanê. + +Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn, piştî ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; ji aliyê PYD û partiyên hevalbendên wê ve, rêveberiya xweseriya demokratîk ya ";Kantona Kobanî"; ya Rojavayê Kurdistanê jî dê roja 27ê Çileya 2014an were ragihandin. + +Li gorî ANFê, Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî ji bo nirxandina xebatên ragihandina rêveberiyê îro (24.01.2014) civiya. + + Civîna ku 61 endamên Encumena Yasadanînê beşdar bûn, bi rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê navên endamên meclîsê hatin xwendin. Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û li gorî çavkaniyên herêmê di civînê de mijarên wek guhertinên di desteyan de bêne kirin û têkiliya wan a bi Kantona Cizîrê re, avakirina komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Encumena Yasadanînê ya Demkî, nirxandina qanûna hilbijartinan, xwendina rapora Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Enwer Mislim ku bi avakirina 22 desteyên rêveber hatibû erkdarkirin, hatin nirxandin. + +Di encama nirxandinan de Qanûna Hilbijartinan hate erêkirin, her wiha komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Encumena Yasadanînê ya Demkî ku ji 3 kesan pêk tê hate avakirin. Piştî nirxandinan, biryar hate girtin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî di 27ê Çile de bê ragihandin. + +Li gorî agahiyan, piştî ragihandina rêveberiyê dê li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê şahiyek pîrozbahiyê bê lidarxistin. Di civînê de her wiha teqîna li Dêrikê û qutkirina xeta elektirîkê ji aliyê DAIŞ’ê ve ku li ser Kobanî, Sirîn û Şiyûxê hatibû qutkirin jî hate şermezarkirin. + +Rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê roja 21ê Çile hatibû ragihandin. Rêveberî ji 22 wezîran pêk tê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Grûpa Jiyan ku rêxistineke sivîl a parastina mafên jinan li Başûrê Kurdistanê ye, ragihand, li dijî kuştina jinan li Herêma Kurdistanê dê îşev heta sibê li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. + +Organîzatora Grûpa Jiyan, Behar Munzîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dê li dijî zêdebûna kuştina jinan li Herêma Kurdistanê biryar dane îşev heta sibê nîvro li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li Silêmaniyê bikevin grevê. + +Munzîr diyar kir ku gellek sûc û tawan li hember jinan tê kirin û tiştên ku heta niha ji bo jinan hatiye kirin pir kême ji ber wê jî em dixwazin bi rêya vê çalakiyê givaşekî çêbikin. + +Organîzatora Grûpa Jiyan her wiha anî ziman ku daxwaziyên xwe di 8 xalan de anîne ziman û dê pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîriya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin. + +Behar Munzîr da zanîn, daxwaziya wan a herî girîng ew e ku kesên jinkuj û ew kesên ku li hember jinan bêhurmetiyê dikin, bên cezakirin. + +Li gorî agahiyên Munzîr, par li Herêma Kurdistanê 7 kesên ku bi tohmeta kuştina jinan hatibûn girtin li ber efûya giştî ketin û hatin berdan û ev jî dibe sedema dilgiraniya saziyên jinan. + +Amed (Rûdaw) - Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîratş û Endamê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar li Amedê hatin gel hev. Demîrtaş da diyarkirin ku, di pêvajoya çareseriyê de kedek mezin ya Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Telabanî heye û ji bo Telabanî jî şîfa xwast. + +Demîrtaş li Serokatiya Bajar ya BDP’ê hevdîtin li gel endamê Polîtburoya Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ku serdana Amedê kiriye, pêkanî. + +Li vir Demîrtaş axivî û got, di pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê de kedek mezin ya Telabanî heye û ji bo Telabaniyê ku tê dermankirin, dua kir û şîfa xwast. + +Selahedîn Demîrtaş têkildarî pêvajoyê bersiva pirsên rojnamegeran da û bibîrxist ku, têkildarî pêşniyara qanûnî ya Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) di bin înîsiyatîfa Serokê Meclisê Cemîl Çîçek wekîlên komên partiyan hatin gel hev. + +Demîrtaş anî ziman ku, nêzîkatiya sereke ya BDP’ê ewe ku HSYK di makezagonê de ji nû ve bê sererast kirin û wiha got:";Eger partî di vê mijarê de li hev nekin jî, me piştgirî da ku pêşnûmeya HSYK’ê ya halûhazir ji bo careke din were nîqaşkirin veguhêzin komîsyona li hevkirinê. Rast nîne ku di vê rewşê de AKP di pêşnûmeyê de israr bike. Pir zelale ku qanûnekî dervey makezagonê ye, ji bo vê zagonekî wiha ji parlementoyê derxistin sûdê wê ji tukesê re nîne. Serok Komar neçare zagonekî wiha veto bike. Eger veto neke pir diyare ku dê meqamê serok komartiyê zirarên cidî bibîne. Eger Dadgeha Makezagonê jî biryara rawestandina zagonê nede dê îtibara wê biheje."; + +Demîrtaş got: ";AKP dibêje dê pêşnûmeyê rawestînin. Eger nêzîkatî ev be dê li hev bikin. Lê ger israr bike, em jî dê li parlementoyê muxalefetê bidomînin. Ji bo ev pêşnûme nebe zagon çi ji destê me tê em dê bikin. Guhertina cihê dadger û dozgeran tenê xwe xilaskirina AKP’ê ye. Ev ne ji bo bêalîtiya darazê û baweriya darazê ye. Dozgerên niha cihên wan hatine guhertin bi salanin kar dikin û li dijî hemû mexdûrên ku AKP’ê îşaret kirine doz lê vekirine."; + +Demîrtaş anî ziman ku, dema ku berjewendiyên AKP’ê mijara gotinê bin, dest bi guhertina cihên dozgeran dike û wiha axivî: ";Lê baldar bin ne cihê dozger û ne jî dadgerên ku dosyayên KCK’ê di destê wan de ne neguhertine."; + +Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Alîkara Hevseroka BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî hevdîtinan bûn. + + +Stenbol (Rûdaw)- Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ji bo ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevditinê pêk bînin diçin Îmraliyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ji bo bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin diçin gitîgeha tîpa F a Îmraliyê. + +Zana û Onder ji bo hevdîtina bi Ocalan re di saetên sibê de ber bi Îmraliyê ve derketin rê. + +Li bendê ye şanda ku biçe Îmralî li ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û kongreya Cenêv2 ligel Ocalan gotûbêj bike. + +Onder û Zana piştî hevdîtinê bikin li bendê ye ku di saetên êvarî de vegerin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê komisyona bilind a amadekirina kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan ragihand ku pêşnyar heye kongre ji ber hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bê paşxistin. + +Qadir Hemecan derbarê amadekariyên kongreya YNKê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew wek komisyona amadekariyê erkê wan cîbicîkirina biryarên Poltîbîroya YNKê ye. + +Hemecan herwiha got ";Li gor şer û mercên îro, em ber bi girêdana kongreyê be diçin, pêşnyar jî heye ji bo paşxistina kongreyê, ev yek jî ji bo ku em bikaribin baştir xwe amade bikin ji bo kongre û herwiha ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan û Parlamentoya Iraqê";. + +Serokê komsiyona amadekariya kongreya YNKê tekez kir ku heta niha girêdana kongreyê rewa ye, lê got ";heta niha nediyar e bê kongre dê di dema diyarkirî bê girêdan yan na";. + +Biryar konhreya çarem a YNKê di 31ê vê mehê de bê lidarxistin ku dê yekemîn kongreya wê partiyê be bêy amadebûna Sekreterê wê yê Giştî Celal Talebanî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê rêveberiya demkî ava kirin, êdî ti wate ji hebûna Desteya Bilind a Kurd re nemaye. + +Desteya Bilind a Kurd di tîrmeha sala 2012an li ser bingeha rêkeftina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê de hatibû avakirin, lê ji roja ku ew deste ava bûbû bendên rêkeftina wê yên wek parvekirina desthilatê di navbera ENKSê û PYDê de nehatin aktîvkirin, her aliyek jî yê din bi aktîv nekirina bendên rêkeftinê tometbar dike. + +Herî dawî di 24ê kanûna sala 2013an de ENKSê û PYDê rêkeftinek nû îmze kirin û Ii ser nûnerên Kurdan di kongreya Cenêv2 de ku niha karên wê berdewam e, li hev kirin. + +PYDê û ENKSê li hev kiribûn ku her kesê ji wan tevlî kongreya Cenêv2 bibe dê bi navê Kurdan biaxife û nûnerê Kurdan be di kongreyê de, lê belê ev yek jî pêk nehat. + +Di kongreyê de 5 endamên ENKSê di nava şanda opozîsyonê de beşdar in, lê PYDê a ku endama Desteya Hemahengiyê ye û wê desteyê jî kongre boykot kiriye, tevlî Cenêv2 nebûye. + +Li hember vê yekê, berpirsên PYDê û medyaya wê ev çend rojin kampaniyek li dijî kongreya Cenêv2 û kurdên ku tê de beşdar bûne, dane destpêkirin. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim roja pêncşemê kongreyeke rojnamevanî li Cenêvê li dar xist û berûvajî rêkeftina navbera partiya wî û ENKSê de got ";Kurd di kongreyê de hatine piştguxistin û kesên tevlî kongreyê bûne nûneratiya Kurdan nakin";. + +Herwiha Hevseroka PYDê Asya Ebdila jî heman axaftina Salih Mislim dubare kir, lê bi gotina wê ";PYDê ji bo kongreyê hatibû vexwendin, lê vexwendin ne bi awayekî guncayî bû, ji ber ku hevpeymaniya opozîsyonê bersiva xwestekê wan nedaye";. + +Beşdariya ENKSê di nava şanda opozîsyonê de li Cenêv2, wiha kir ku PYDê berî lidarxistina kongreyê bi rojekê, ligel çend partiyên din rêveberiya xwe ya demî li Rojavayê Kurdistanê rabigihîne û hikûmetekê li kantona Cezîrê ava bike. + +Her çend Hevseroka PYDê Asya Ebdila dibêje ku ti girêdana ragihandina rêveberiyê bi kongreya Cenêv2 ve nîne, lê çavdêrên rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku ew wek karvedanekê bû li ser beşdarî nekirina PYDê di kongreyê de. + +Bi avakirina rêveberiya demî û hikûmetan li Cezîrê, Kobanî û Efrînê, êdî hemû saziyên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ava kirine û digot ew girêdayî Desteya Bilind in, niha êdî xwe ser bi rêveberiya demî hesab dikin û li Desteya Bilind a Kurd ku PYDê dixwest Kurd di bin wî navî de tevlî Cenêv2 bibin, xwedî dernakevin. + +Herî dawî asayişa PYDê di ragihand ku ew ji niha û pê ve girêdayî Wezareta Navxwe ya rêveberiya demî ye û êdî dê biryarên wê bi cî bike, lê wê behsa Desteya Bilind a Kurd nekir ku berê çend rojan jî biryarên xwe bi şeriyeta wê desteyê derdixstin. + +Hevseroka PYDê Asya Ebdila di hevpeyvîna xwe ya ligel malpera partiya xwe ya fermî got ku ";Endamê laş dema ku kar neke dimire, lewra Desteya Bilind a Kurd jî hebû lê ne aktîv bû û miriye";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Efrînê jî dê roja 29ê Çile were ragihandin. + +Di çarçoveya avakirin û amadekariyên rêveberiya xweseriya demokratîk de li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYD û hinek partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê ve tê organîzekirin, rêveberiya xweseriya Kantona Efrînê jî dê were ragihandin. + +Li gorî ANFê, rêveberiya Kantona Efrînê dê roja 29ê vê mehê were ragihandin. + +Beriya niha jî hatigû gotin ku rêveberiya xweseriya Kantona Kobanî jî dê roja 27ê vê mehê were ragihandin. + +Rêveberiya Kantona Cizîrê jî roja 21ê vê mehê û rojekî beriya civîna Cenêv2 hatibû ragihandin. Bajarê Qamişlo wek paytexta Kantona Cizîrê hatiye destnîşankirin. + +Paytextên kantonên Efrîn û Kobanî jî bajarên Efrîn û Kobanî hatine destnîşankirin. + +Li gorî bernameya PYD û partiyên hevalbendên wê, Rojavayê Kurdistanê dê wek sê kantonên xweser were birêvebirin ku tê de jibilî zimanê kurdî, zimanên erebî û suryanî wek zimanên fermî tên bikaranîn. + +Her wiha Yekîneyên Parastina Gel ku wek baskê çekdarî yê PYDê tê nasîn, dê wek artêşa Rojavayê Kurdistanê tevbigere. + +Partiyên mîna Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî), Partiya Azadî ku ji partiyên serekî yên Rojavayê Kurdistanê ne, PYD bi zeftkirina Rojava tohmetbar dikin û dibêjin, PYD rê nade wan ku tevlî rêveberiya wî beşê Kurdistanê bibin lewma di nav rêveberiya demkî de cîh nagirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsîmê yê Bakûrê Kurdistanê, du dikanên firotina bîrayan ji aliyê komek ku 15-20 kesan pêk dihat ve hat kevirbarankirin. +Îşev derdora demjimêr 20:30yan koma ku ji 15-20 kesan pêk dihat û rûyên xwe pêça bûn, bi îdîaya ku di bîraxaneyan de laşfiroşî tê kirin, li Kûçeya Huriyetê ya Papûra Înonu ya ser bi Taxa Mogoltayê du bîraxane dan ber keviran. +Bi taybetî bîraxaneya ku tê gotin ku tê de laşfiroşî tê kirin, xesarên mezin lê ket. +Piştî polîs haitn cihê bûyerê, koma gêncan ji hev belav bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi cuda ligel şandên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive. + + +Ev zêdetirî 4 mehan e di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne, lê heta hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. + + +Gotûbêjên aliyên siyasî yên ku di wan hilbijartinan de serkeftine ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in û di vê çarçoveyê de biryar e îro şanda danûstandinan a PDKê ligel Tevgera Gorran û YNKê bicive. + + +Biryar e îro yekşemê saet 10 bi dema Hewlêrê PDKê û Tevgera Gorran li bajarê Hewlêrê bicivin û derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj bikin. + + +Herwiha biryar e îro her du şandên danûstandinan ên YNKê û PDKê ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû li hev bicivin. + +Kelar (Rûdaw)- Wek nerazîbûnekê li hember biryara dadgehê û sistiya birêveçûna dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî, îro malbata wî çalakiyeke nerazîbûnê li ber avahiya dadgeha Kelarê li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kelarê ragihand ku hemû malbata Kawe Germiyanî hatine ber dadgehê û wek nerazîbûnekê pêlavên di rûyê dadgehê de bilind kirine. + +Di çend rojên borî de Dadgeha Destpêkê ya Kelarê biryar azadkirina Mehmûd Sengawî de ku yek ji tometbarên dosyeya kuştina Kawe Germiyanî ye, ji ber vê yekê malbata Kawe Germiyanî nerazîbûna xwe anîn ziman û biryar dan derkevin xwepêşandanê bikin. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder aşkere kir ku ew li bendê ne roja sêşem an çarşemê nameya ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî re şandiye werbigirin û bigihînin destê Barzanî. + +Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. + +Onder ji malpera ANFê ya ser bi PKKê ve axifî û got ku ewê roja sêşem an jî çarşemê nameya Ocalan werbigirin û bikevin ser rêya Hewlêrê ji bo bigihînin destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. + +Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê da xuyakirin ku Ocalan derbarê kongreya neteweyî ya kurd de wiha gotiye ku kongreya neteweyî ya kurd ji bo aştî û demokratîkbûna herêmê girîng e. + +Ocalan herwiha got ";Ji ber vê yekê gelek astengiyên li pêşiya idarxistina kongreyê, astengiyên ewqas mezin nînin. Eger her alî bi berpirsyariya vî karê dîrokî yê dikin re tevbigerin, wê bilez pêk were";. + +Onder da zanîn ku Ocalan derbarê rexneyên ku li HDPê tên kirin de wiha gotiye: ";Bi dîtina min bi tenê armanceke zimanê negatîv ê ku di dema dawî de li hemberî HDPê tê bikaranîn, heye û ew jî hiştina gelê Kurd. Pêwîste hem HDPê hem jî gelê Kurd li hemberî vî zimanî hişyar bin, guh nedin vî zimanî";. + +Onder diyar kir ku derbarê Rojavayê Kurdistanê de Ocalan got ";Pêwîste raya giştî ya cîhanê bi girîngiyeke mezin li vîna demokratîk a Rojava de binêre û di asteke bilind de qîmetê bide. Ev yek wê bibe ewlehiya tevahiya cîhanê. Ji ber ku eger çareseriya demokratîk neyê pejirandin wê felaket rû bidin û ev felaket jî wê bi tenê li herêmê nemîne";. + +Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê bal kişand ku Ocalan li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî ev nirxandin kiriye: ";Şertê bingehîn ê mayîndebûna çareseriyê, destûra bingehîn a demokratîk e. Lê belê di warê rê û rêbazê de, hem ji bo diyarkirina naveroka wê, hem jî ji bo destnîşankirina taybetmendiyên wê yên bingehîn, parvekirneke li gorî ruhê muzakereyê girîng e";. + +Ocalan herwiha got ";Di vî warî de gefa herî mezin a li pêvajoyê were xwarin û pêvajoyê bixe nava xeteriyê, nêzîkatiyek hikûmetê ya li gorî hesabên hilbijartinê ye. Nêzîkatiyek bi vî rengî dikare pirsgirêkan bi xwe re bîne ku rê li ber bidawîbûna pêvajoyê veke. Pêvajoya niha tê jiyîn nîşanî her kesî da ku veguherîna demokratîk çiqasî girîng e ku nabe were taloqkirin";. + +Onder got ku ew bawere wê Ocalan nameyek ji 2 rûpelan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî re bişîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî vegera wan ji girava Îmraliyê, Cîgirê Hevserkên Giştî yên HDPê Sirri Sureya Onder ragihand ku serokê PKKê Abdullah Ocalan nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. + +Sirri Sureya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Barzanî di rêya Leyla Zana re peyamnek ji Ocalan re şandiye û got ";Di peyamê de Barzanî ti daxwazeke wî ji Ocalan nebû û tenê li tenuristiya Ocalan pirsiye û gotiye ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dike û dê li ser piştgirîkirina pêvajoyê jî berdewam bibe";. + +Onder aşkere kir ku Ocalan kî nameyek ji Barzanî re nivîsandiye û got ";Nameya Ocalan dê di rêya Wezareta Dadê re bigihe destê me û pişt re ezê ligel Leyla Zana bigihînin Barzanî";. + +Onder diyar kir ku name hîn negiiştiye destê wan û dibe ku dueşm anî jî sêşemê bigihe destê wan û pişt re ew dê demekê ji bo pêkanîna hevdîtinkê ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêk bixin. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Îro piştî nîvro 3 teqîn li 3 taxên bajarê Kerkûkê pêk hatin. + +Çavkaniyeke ewlekariyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku otombêleke bombekirî li orta taxa Rehîmawa ya ku piraniya xelkê wê Kurd in pêk hat. + +Çavkaniyê diyar kir ku herwiha 2 teqînên din li taxên Xezra û Sitîn ên Kerkûkê pêk hatin. + +Çavkaniya ewlekariyê bal kişand ku heta niha nediyare bê di teqînan de çend kes hatine kuştin an jî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hikûmeta kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê eger bixwaze dikare tevlî parlamentoya Cirzîrê bibe, lê ew nikare tevlî hikûmetê bibe. + +Roja 21/1/2014 hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û biryar e heman partî di vê heftiyê de hikûmetkê Ii Kobanî û Efrînê jî ava bike. + +Ekrem Hiso ku wek serokê hikûmeta Cizîrê hatiye diyarkirin, ji medyaya nêzîkî PYDê re ragihand ku deriyê rêveberiya demkî li ber Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vekiriye ji bo ku ew jî tevlî bibe. + +Hiso ku bi xwe xelêk bajarê Dirbêsiyê ye, got ";Lê ENKSê niha û heta 4 mehên din ku dê hilbijartin bêne kirin, nikare tevlî hikûmeta Cizîrê bibe";. + +Serokê hikûmet kantona Cizîrê bal kişand ku ew dê zêdetir girîngiyê bidin xizmetguzariyan û dê şandên xwe di rêya Wezareta Têkiliyên Derve re bişînin welatên derve û cîhanê. + +Ekrem Hiso ku bi xwe endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê bû, diyar kir ku ew amade ne ligel hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ya bi serokatiya Ehmed Tuhme de kar bikin eger danasînê bi rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Derbarê têkiliyên ligel Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de, Hiso bal kişand ku ew wek rêveberiyê ti têkiliyeke wan ligel aliyên siyasî tine ye û got ";Em û gelê Tirk bira ne û em dê hewl bidin têkiliyê bi Hikûmeta Tirkiyê re danin ji bo ku sînor li ber karên bazirganiyê bê vekirin. Herwiha em û Herêma Kurdistanê bira ne û em dê hewl bidin sînor car din vekin";. + +Di peyamana civakî ango destûra ku PYDê amade kiriye de hatiye gotin ku Qamişlo navenda rêvebriya demkî ye lê hikûmeta kantona Cizîrê bajarê Amûdê ji xwe re kiriye navend. + +Serokê hikûmet kantona Cizîrê derbarê vê yekê de got ";Baregeha serokatiya hikûmetê dê li Amûdê be, ji ber ku cihê Amûdê di orta kantona Cizîrê de ye û ji aliyê ewlekariyê ve tê kontrolkirin, lê ji ber ku Qamişlo dûrî navçeyên dine, Amûdê bûye navenda kantonê ye û em karên ji wî bajarî bêtir xizmetê bikin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo bi berpirsên KCKê re hevdîtinê pêk bînin îro danê sibehê çû Qendîlê. + +Şanda BDPê ku ji Serokwekîlên BDPê Perwîn Buldan û Idrîs Balûken, û ji bo bi bersiva nameya Ocalan bigirin saet 09:30ê sibehê bi dema Enqereyê çûn Qendîlê. + +Di 11ê vê mehê de, şandeke BDPê û HDPê ya ji Perwîn Buldan, Idrîs Balûken û parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk dihat li girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Serokwekîlê Koma BDPê Idrîs Balûken derbarê serdana wan bo Qendîlê de ragihand ku di hevdîtina dawî a bi Ocalan re mijarên girîng hatin gotûbêjkirin wek bûyera Parîsê, pêvajoya aştiyê, Kongreya Netewî ya Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Ocalan nêrînên xwe derbarê van mijaran de anîn ziman. + +Balûken diyar kir ku ew piştî serdana Îmraliyê çend caran ligel AKPê hevdîtin pêkanîn û wiha got ";Ji bo gotûbêjkirina naveroka vê civînê û nêrîna AKPê li hember pêvajoya aştiyê, îro bi birêz Pervîn Buldan re emê li Qendîlê bi endamên Konseya Rêveber a KCKê re hevdîtinê pêk bînin";. + +Derbarê nameya KCKê ya ku dê ji Ocalan re bişîne de, Balûken wiha axifî ";Di hevdîtina me ya berî vê de birêz Ocalan ji KCKê re nameyek şandibû. Bersiva vê nameyê hêj negihiştiye destê me. Di hevdîtina me ya dawiyê de birêz Ocalan gotibû ez li benda bersiva vê nameyê ye. Di heman demê de eger hevalên KCKê nameya mijara gotinê amedekiribin ji bo em vê nameyê bigirin emê bi rayedarên KCKê re hevdîtinê pêk bînin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Civîna şandên danûstanên pêkanîna hikûmetê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêencam bidawî bû. + +Îro (26.01.2014) li bajarê Hewlêrê, şandên PDK û YNKê yên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyan. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê ku li cihê civînê bû, piştî ku civîn bidawî bû ti daxuyaniyek nehat dayîn ev jî nîşana wê bû ku civîn bêencam bûye, ji ber ku her du aliyan beriya niha ragihandibûn, eger civîn bêencam be ti daxuyaniyekê nadin. + +Di pêkanîna hikûmet û kabîneya heştem a Herêma Kurdistanê de, YNK ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de di rêza sêyemîn de cîh girtiye, daxwaza cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê dike û dixwaze dabeşkirina desthilatê li gorî ";Rêkeftina Stratejîk"; a navbera wê û PDKê de bê kirin. + +Li hember vê yekê, Tevgera Gorranê ku di rêza duyemîn de ye, dixwaze dabeşkirina desthilatê li gorî rêjeya dengan bê kirin. PDK jî mîna Gorranê hizir dike lê dibêje, em dikarin ji pişka xwe wezaretekî bidin YNKê. + +Beriya civînê, çavkaniyekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, yek ji postên ku YNK û Gorran dixwazin, cîgirê serokwezîr e û da zanîn, ji ber wê jî PDK dixwaze bo çareserkirina vê meselê û garantîkirina beşdariya hemû aliyan di hikûmetê de zêdetirî cîgirekî ji serokwezîr re destnîşan bike. + +Nêzîkî 4 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + + +Şingal (Rûdaw) – Kandîdekî YNKê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li devera Şingalê ya Mûsilê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. + +Îro (26.01.2014), kandîdê YNKê bo hilbijartinên îsal ên Parlamentoya Iraqê Obêd Mego Xelef di temenê 46 salî de û ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. + +Hat gotin, Obêd Mego Xelef di dema karê xwe yê fermî de û li navenda tomarkirina nasname li komelgeha Gir Izêr a Şingalê bi dilkutkê ketibû. + +Xelef yek ji 66 kandîdên êzîdî yên partiyên kurdî di hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Parlamentoya Iraqê de bû. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Dêrsîma ku bi çem, kanî û berfa xwe ya zêde bi nav û bang e, îsal berf û baran jê re bûye hesret. Berfa ku Dêrsîmî li bendê bûn, ji şeva berê ve dibare. Dibe ku di dîrokê de cara yekem Dêrsîmî bi girtina rêyên 261 gundên ku ser bi navçe û navenda bajêr in, ewqas kêfxweş bûn. Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê ji bo vekirina rêyên hatine girtin, zend û bend bada. +Berf û balinca ku ji şeva berê ve konê xwe vegirtiye, Dêrsîm sipî kir. Ji ber nebarîna berf û balincê Çemê Munzir û Çemê Pêrî avên wan ber bi miçiqandinê çûbû, her yek bibûn wekî cihok. Bi berfê re dîsa xumexum ket nav newal û mesîlên çemên Munzir û Pêriyê. +Ava vexwarinê ya bajêr cara yekem îsal miçiqî. Li gellek taxên bajêr li nîvê zivistanê kaniyên wan qut bûn. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahînê diyar kiribû ku endazyaran ji wan re gotine, dê ev ava vexwarinê heta 50 salan têr bike. Şaredariya bajêr neçar ma, di nîvê demsala zivistanê de ji Zageyê ji yek çavkaniya Çemê Pêrî ye, xetên avê bikişîne navenda bajêr. + +Tê payîn ku bi vê barîna berfê re pirsgirêka ava vexwarinê jî bi temamî çareser bibe. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş ê bi navê Salih Tugrul, tevî ku rapora pizîşkî dibêje nikare li girtîgehê bimîne lê ji ber biryara Dozgeriya Bakirkoyê nayê berdan. Tugrul êdî nikare pêdiviyên xwe yên jiyanê jî pêk bîne. + +Girtiyê nexweş Salih Tugrul ê li Girtîgeha Sêrtê dimîne tevî rapora pizîşkî ya "nikare li girtîgehê bimîne" jî, ji ber biryara Dozgeriya Bakirkoyê yak u Tugrul wek ";talûke" dibîne, nayê berdan. + +Tugrul di nameya ku bi rêya hevalên xwe ji DÎHA'yê şandiye, dibêje, "Ez paqijî û banyoya xwe bi alîkariya hevalan pêk tînim. Ez nikarim biaxivim, xwarinê bi xwe dadikim û bi tena xwe nikarim xwarinê jî bixwim. Dema ez nameyê didim nivîsandin jî di axaftinê de zehmetiyan dikişînim." + +Argeş Akan ê ji sala 2010'an heta 2013'an ligel Tugrul di heman girtîgehê de mabû, wiha behsa wan rojan dike, "Salih Tugrul ê nikarîbû pêdiviyên xwe yên jiyanê bi tena xwe pêk bîne, di nav zîndanê de ne zîndan cehennem dijiya." + +Akan, têkildarî jiyana rojane ku hin hûrgilî vegotin û got, "Mîna zarokekî ku nû ji dayik bibe. Ne gotinên mirov bîne ziman; lê nikarîbû pêdiviyên xwe yên tuwaletê jî pêk bîne. Êdî hêdî hêdî hiş û hafizaya xwe wenda dikir. Piştî felc derbas kir, me ferq kir ku hin tişt êdî nayên bîra wî." + +Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirov (ÎHD) ya Sêrtê Vetha Aydin jî li ser rewşa girtiyê nexweş Tugrul de got, "Divê mirov di aliyê wijdanî, exlaqî û hiqûqî de mijarê bigire dest. Ne rast e kesên nikaribin pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin di girtîgehê de bihêlin." + +Aydin, diyar kir ku derbarê berdana Tugrul de ketine nav hewldanan û eger bûyereke mirinê rû bide, berpirsiyar wê dozger bin. Aydin bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Divê dozger bi taybet ji helwestên xwe gavan paşde bavêjin. Pêwîst e, kesên wek Tugrul rewşa wan a tenduristiyê xerab, tavilê bên berdan." + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê PYDê tê nasîn, ragihand, li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên bi çekdarên radîkal de herî kêm 30 çekdar hatine kuştin û tankek wan jî hatiye jinavbirin. + +Li gorî nûçeya ANFê, çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku girêdayî rêxistina El Qaîdê ye, duh danê sibê êrişî imbarên genim ên li devera Menacirê ya Serêkaniyê kirine. + +Li gorî nûçeyê, hêzên YPGê bersiva êrişên DAIŞê dane lê heman rojê danê êvarî dîsa çekdarên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û Eniya Îslamî ya Kurd êrişî devera Menacirê kirine û ji ber wê jî şer û pevçûnên tund di navbera wan û çekdaran de qewimiye û heta îro danê sibê dom kiriye. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, di şerê duh û îro de herî kêm 30 çekdar hatine kuştin û gellek ji wan jî birîndar bûne her wiha 2 otomobîlên serbazî hatine şewitandin û 5 çek û doşkayek 12.5 mm jî ji aliyê hêzên YPGê ve dest danîne ser. + +Her wiha hat gotin ku baskê jinan ê YPGê ku wek Yekîneyên Parastina Jinê tê binavkirin, tankek jinav birine. + +Di daxuyaniyê de behsa kuştî û birîndarên YPGê nehatiye kirin lê hatiye gotin, di şer de kesekî sivîl jiyana xwe ji dest daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Xortê bi navê Nadir Alma ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî mirinê jî ji destê dadgehê rizgar nebû. Dadgehê belgeya cezayê Alma ku bi hêceta qaçaxçîtiyê bi dayîna 11 hezar û 205 lîre hatibû mehkûmkirin, ji malbata wî re şand. Parêzerê Roboskiyê jî dibêje, ev bûyer binpêkirina hiqûqê û riswayî ye. + +Xortê bi navê Nadir Alma, di şeva 28ê Kanûna 2011an de tevî 33 heval û gundiyên xwe di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li nêzîkî sînorê Başûr û Bakûr û li gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest da. + +Nadir Alma beriya ku were kuştin, 1ê Kanûna 2003an bi hêceta ku qaçaxçîtî kiriye, radestî dadgehê hatibû kirin û doza wî 11ê Hezîrana 2009an de bidawî bibû û dadgehê biryar dabû, Nadir 11 hezar û 205 lîre (nêzîkî 8 hezar dolar) were cezakirin lê paşê cezayê wî daketibû 8 hezar û 403 lîreyan. + +Piştî ku dadgehê malbata Nadir ji cezayê wî agahdar kir, malbatê belgeya dadgehê wenda kir. + +Di demekî de ku malbata Nadir Alma hizra wê dikir ku piştî kuştina Nadir êdî dadgehê cezayê wî jibîr bike lê hefteya borî dadgeha Qilabanê dîsa belgeya cezayê Nadir ji malbatê re şand. + +Dadgehê ji malbata Nadir xwast, divê cezayê Nadir bi fayîza wê ve bidin. + +Parêzerê dosyaya Roboskiyê û serokê baroya Amedê Tahir Elçî, ev yek wek skandal bi nav kir ji ber ku karê ku dadgehê kiriye li dijî hiqûqê ye û kesê ku hatiye cezakirin, ev 2 sal in jiyana xwe ji dest daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gellek dever û bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê xelkê piştgirî da ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê. + +Îro (26.01.2014) li bajarên Amed, Qoser, Sêrt, Tetwan, Îzmîr, Stenbol, Silopî, Bûlanik, Colemêrg, Wan, Batman û Cizîrê meş û mîtîngên mezin bo piştgiriya rêveberiya xweseriya demokratîk li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatin sazkirin. + +Di meş û mîtîngan de ku gellek parlamenterên BDPê beşar bibûn, xelkê bi siloganan piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê û ragihandina rêveberiya demkî li wî beşê Kurdistanê anîn ziman. + +Hat gotin, di heyama meş û mîtîngan de tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin. + +Rêveberiya demkî ku wek ji aliyê PYD û hinek partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê tê avakirin, wek rêveberiya xweseriya demokratîk û bi 3 kantonan tê ragihandin. + +Rêveberiya Kantona Cizîrê roja 21ê Çile hat ragihandin û rêveberiya Kantona Kobanî jî dê sibê were ragihandin û ya Efrînê jî dê 29ê mehê were ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li nav kampên koçberan zarokên ji nexweşiyên giran dinalin û hawarê dikin hene û malbata wan tevî kul û derdên koçberiyê, derdê zarokên xwe yên nexweş jî dikişînin. + +Semiyan yek ji wan zarokên koçber e ku temenê wî 8 meh in, lê kêşa wî bi tenê 3 kîlo ye. Zarokên di temenê Semiyan de ne laşê wan ji ya semiyan girtire. + +Dibe ku qurm û çuqliyên kevnar hewqas minet bi bahoza baranê nebe, lê belê pel û bişkojên nazik ewin yên zirara mezin ji çav soriya xurustê dibînin. Ewin yên êş û azaran werdigirin, zer dibin, zirav dibin û ji ber dijwariya rewşê bi aliyekî dibin û car caran têk jî diçin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di encama rapirsiyeke Tora Medyayî ya Rûdawê de ku li ser pirsa ";Gelo dem guncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê?"; kiribû, piraniya beşdarbûyên rapirsiyê bi erê deng dane. + +Rapirsî ku di 21ê mehê de dest pê kiribû û doh (26.01.2014) demjimêr 23:59 bi dema Hewlêrê bidawî hat, 2 hezar û 744 kesan tê de beşdarîkiribûn. + +Di rapirsiyê de 2 hezar û 266 kesan, ku dike ji sedî 82.6 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku belê dem gucaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê. + +Lê di himber de 421 kesî, ku dike ji sedî 15.3 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku hîn dem neguncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê, herwiha 57 kesan bi ";Nizanim"; bersiv li ser vê rapirsiyê dane. + + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro (27.01.2014) danê sibehê agir girte avahiyeke bazirganî li cadeya Salim li bajarê Silêmaniyê û heta niha tîmên berevaniya şaristaniyê hewla kontrolkirina agir û rizgarkirina xelkên di nava avahiyê didin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji cihê bûyerê ragihand, ";Avahiya ku agir girtiyê de, avahiyeke bazirganiye û hejmarek ji ofîsên geştûguzariyê tê de ne û di ser wan re hotêl e";. + +Li gorî zaniyariyê peyamnêrê me heta niha tîmên berevaniya şaristaniyê heta 4 kesên ku ji hiş ketine ji nava wê avahiyê derxistine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî bîstekê li bajarê Hewlêrê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurdr li Bexdayê, dest pê kir. + +Parlamenterê Kurd di parlamentoya Iraqê de, Rewez Mhedî Xoşnaw di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Di civînê de dê çend pirs bên gotûbêj kirin û di nav wan pirsan de, hurgiliyên danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa dahata petrola Herêma Kurdistanê herwiha pirsa budceya giştî ya Iraqê";. + +Di çarçoveya du mehên borî de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê du caran serdana Bexdayê kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê û çend berpirsên din civiyan, lê hinek ji parlamenterên Kurd li Bexdayê gazin kirin ku agehdariya wan ji naveroka gotûbêjên van serdana nîne. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Danûstanên pêk anîna kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de berdewamin, di vê derbarê de dê Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin. + +Rojnameya ";Kurdistana Nû"; ku rojnameya fermî ya YNKê ye, li zarê çavkaniyekê belav kiriye ku ";Çavlirê ye di demek nêzîk de şanda danûstanan ya YNKê û Gorranê bi hev re bivin";. + +Eger ev civîn bê kirin, dê piştî civîna şanda Gorranê ligel şanda danûstanan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şanda YNKê ligel şanda PDKê tê, ku doh (27.01.2014) hatibûn encamdan. + +Di her du civînên duh de, ji bilî aşkerkirina nêrînan û pêşkêşkirina çend pêşniyaran ti encamên din ên nû tê de çênebûn. + +YNKê daxwaza cîgirê serokê hikûmetê û serokatiya parlamentoyê dike û dixwaze ku parvekirina postên wezarî li gorî rêkeftina stratîjîk ya navbera YNKê û PDKê be, di heman demê de Tevgera Gorran daxwaza posta cîgirê serokatiya hikûmetê dike û daxwaz dike ku parvekirina postan li ser bingeha mafên hilbijartinan be, herwiha PDKê jî ligel wê yekê ye ku parvekirina postan li gorî mafên hilbijartinan be, lê ragihandiye ku ew amade ye ji pişka xwe posteke wezarî bide YNKê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî kefa vekişanê ji serkirdatiya YNKê xawriye eger hat û kongireyê çarem YNKê hat paşxistin. + +Biryare di 31ê vê mehê de YNKê kongreyê xwe yê giştî lidar bixe, ev kongre di demekê de tê ku YNKê di hilbijartinên xula sêyem ya Parlamentoya Kurdistanê de hejmareke kêm ji kursiyan bidest xistibû. + +Serkirdeyekî mezin ji YNKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku egera paşxistina kongreyê çarem yê YNKê nakokiyeke mezin di nava wê partiyê de çêkiriye û wiha berdewam kir: ";Cîgirê Sekreterê Giştî jî ji ber vê yekê gefa vekişanê ji serkirdatiyê xwariye û biniyaz bû ku daxuyaniyekê ji raya giştî re belav bike";. + +Wî berpirsê YNKê, ku daxwaz kir navê wî neyê aşkerekirin, ji Rûdawê re got: ";Kak Kosret gotiye egere kongreyê çarem yê YNKê di dema xwe de neyê lidar xistin, ew dê ji serkirdatiya YNKê vekêşe û tenê wek endamekî wê bimîne";. + +Herwiha da zanîn ku ";Kak Kosret cidî bû di vê gefê de, lê piştire endamên politburoyê û serkirdatiyê serdana wî kirin, û ew bo wî dan zanîn ku nemana wî dê ziyaneke mezin bighîne YNKê";. + +Ji aliyê xwe endamê serkirdatiya YNKê, Ednan Muftî, bê agahiya xwe ji vê gefê anî ziman û wiha ji Rûdawê re axivî: ";Her kes azade di biryara xwe de, lê eger biryarekê wiha bi awayekê fermî hat sitandin, wê demê dê politburo axevtina xwe bike";. + +Herwiha derbarê egera paşxistina kongreyê çarem yê YNKê Ednan Muftî got: ";Tenê çend roj maye û pêwîste politburoya YNKê bicive û bersiva wê derbarê paşxistina kongreyê hebe, pêwîste komîteya amadekar jî raporta xwe pêşkêş bike da em bizanin di karên xwe gihîştiye ci cihî";. + +Ji aliyek din ve endamê serkirdatiya YNKê Ferîd Eseser di vê derbarê de ji Rûdawê re aşkere kir ku ";Desthilata ti kes û dezgehekê di nava YNKê de nîne ku karibe kongreyê paş bixe";. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; ji aliyê PYD û partiyên hevalbendên wê ve, rêveberiya xweseriya demokratîk ya ";Kantona Kobanî"; ya Rojavayê Kurdistanê jî îro (27.01.2014) hat ragihandin. + +Li gorî nûçeyeke ajanas ANHA, PYDê û hevalbendên, bêy beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Kobanî ragihandin. + +Kantona kobanî ji Serokê encûmena tenfîzî, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk tê. + +Kantona Kobanî ji van kesan pêk tê: + +Serokê encûmena tenfîzî: Enewr Mislim + +Dû cîgirê serokê encûmena tenfîzî: Bêrîvan Hesen û Xalid Birkl Mihemed. + +Serokê desteya têkiliyên derve: Îbrahîm Gedo + +Desteya berevanî û xweparastinê: Îsmet Şêx Hesen + +Serokê Desteya Karên Hundirîn: Ehmed Osman Dadilî + +Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Mistefa Ebdî Mehemed + +Seroka Desteya Maliye: Eliya Sîdî + +Serokê Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Mehmud Bişirî Beşar + +Serokê Desteya Perwerdeyê: Hisên Mehemed Elî + +Seroka Desteya Çandiniyê: Gulistan Etî Bikî + +Serokê Desteya Tenduristiyê: Dr. Neesan Ehmed + +Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Mehmud Bozan Mislim + +Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Mehemed Şeban + +Serokê Desteya Çandê: Ebdilrezaq Elî + +Serokê Desteya Veguhestinê: Riyad Temo Mistefa + +Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Welat Derwîş Derwîş + +Seroka Desteya Turîstik û Şunwariyê: Mîdya Hemo Genco + +Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mehemed Zahir Mistefa + +Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Wehîde Umer + +Serokê Desteya Mafê Mirovan: Faruk Şahîn + +Serokê Desteya Çavdêriyê: Ehmed Daban + +Seroka Desteya Enformasyonê: Şevîn Mehmud + +Serokê Desteya Dadê: Ewas Xelîl Elî + +Serokê Desteya Enerjiyê: Fazil Mistefa Ehmed + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Bexda hîn bi heman eqliyeta rejîmên berê mamele ligel Kurdan de dike. + +Îro (2701.2014) Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên kurd ên di Parlamentoya Iraqê de li bajarê Hewlêrê civiya, bo beshkirina hûrgiliyên danûstanên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji cihê civînê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de gotarek pêşkêş kir ku têde behsa şandina petrola Herêma Kurdistanê û firotina kir. + +Herwiha peyamnêrê me ragihand ku Nêçîrvan Barzanî red kir ku petrola herêma Kurdistanê bi bihayekî herzan nehatiye firotin û wiha gotiye: ";Yek qetre ji petrola Herêma Kurdistanê bi herzan nehatiye firotin, û li gor standerên cîhanî tê firotin";. + +Li gorî peyamnêrê Rûdawê, di civînê de hemû aliyên Kurd beşdarin û gotûbêjeke vekirî navbera Serokwezîr, Wezîrê Çavkaniyê Sirûştî, Wezîrê Pêşmerge û parlamenterên Kurd bi rêve çû. + + +Hewlêr (Rûdaw / DHA)- Şanda partiya BDPê ku ji her du cîgirên serokê fraksyona BDPê di Parlementoy Tirkiyê de Pervîn Buldan û Idrîs Baluken pêkdihat, ji bo ku nameyê KCKê ji rêberê PKKê Abdula Ocalan re bibe çûbû Qndîlê, duh bi şev vegeriyan Tirkiyê. + +Li gor ajansa DHA yê, Şanda partiya BDPê û HDPê ku di 7ê mehê de serdana Îmraliyê kiribû, nameyek ji 20 rûpelan birbûn ji rayedarên KCKê re, lê ji ber wê demê bersiva wê nameyê ne girtin, di 26ê vê mehê serdana Qndîlê kirin. + +Hat ragihandin ku, şandeyê ew nameyê Qndîlê ku ji heft rûpelan pêk tê, radestî hikûmetê kir, da karibin di dawiya vê hefteyê de, bibin ji Îmraliyê re. + +Wekîla serokê BDPê Pervîn Buldan da zanîn ku, sedema bi paş xistina nameyê ji aliyê KCKê de ewe ku, wan bi hemû astên rêxistinên xwe re nîqaş kirine û di encamê de ew name nivîsandine. + +Buldan aşkere kir ku, pêwîste li dawiya vê hefteyê namyê KCKê bibin ji Ocalan re. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kandîdê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku pêkanîna vê kabîneyê li gorî yên din zehmet e. Barzanî her wiha got, hinartina petrola Herêma Kurdistanê zelal e û dê bişînin Parlamentoya Kurdistanê bo pesendkirinê. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro (27.01.2014) li Hewlêrê bi nûnerên kurd ên Bexdayê re civiya. + +Piştî civînê, Serokwezîr Barzanî civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, civîna îro bo wê hat sazkirin ku nûnerên kurd ji hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê bên agahdarkirin û nêrînê wan bên zanîn. + +Derheqê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî got, Herêma Kurdistanê dixwaze hemû arîşe bên çareserkirin, Amerîka û welatên din jî dixwazin ev kêşe bên çareserkirin. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de kandîdê PDKê ye bo pêkanîna hikûmeta nû, li ser pêkanîna hikûmetê de jî got, pêkanîna hikûmeta nû zehmet e çimkî komkirina hemû hêzan û parvekirina desthilatê hêsan nîne. + +Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ew wek şanda PDKê pêşniyarên xwe ji Tevgera Gorranê û YNKê re pêşkêş kirine û dê demên pêş de bi aliyên din re jî bicivin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser îdiayên ku dibêjin petrola Kurdistanê bi nirxek erzan tê firotin, got, dilopek petrola Herêma Kurdistanê jî bi erzanî nehatiye firotin û bi nirxa cîhanî hatiye firotin. + +Barzanî di dawiyê de li ser siyaseta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê de wiha got, zihniyet û siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Kurdistan heman zihniyeta rêjîma berê ye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (SRK) li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê Aram Îkram ji ber nivîsekê li ser qaymeqamê bajarê Kifrî hat desteserkirin. + +Sekreterê SRKê Azad Hemedemîn, derheqê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, îro (27.01.2014) ji ber doza ku ji aliyê qaymeqamê Kifrî ve li dijî berpirsê sendîkayê yê Germiyanê Aram Îkram bi fermana dadgeha Kifrî hat desteserkirin. + +Azad Hemedemîn, anî ziman ku qaymeqamê Kifrî ji ber wê doz li dijî Îkram vekiribû ku di rûpela xwe ya Facebookê de nivîsek li ser wî nivîsandibû. + +Hemedemîn da zanîn, ji ber vê jî Aram Îkram ji aliyê dadgehê ve hat gazîkirin û piştî lêpirsînê hat desteserkirin. + +Sekreterê SRKê got ku fermana dadgehê li dijî qanûna darizandina rojnamevanan e çimkî haya me ji vê fermanê nebû û diviya dadgehê em agahdar kiriban. + +Azad Hemedemîn diyar kir ku ev biryar, zirarê dide pêbaweriya dadgeha Kifrî û SRK jî dê li dijî vê derbikevin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji encama barîna rêjeyek bilind ji baranê lehî li çend cade û taxên Hewlêrê qewimiye û dewama Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê hat ragirtin. + +Herwiha bi sedmema pêla baran barînê ya ji şeva borî (27.01.2014) bajarê Hewlêrê vegirtiye, gelek cade û tax di nav lehiyê de mane û arîşeyên hatin û çûnê peyda bûne. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji şeva borî pêleke baranê piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegirtiye, li gorî amaran jî rêjeya herî bilind a baranê li Dînarte bariye ku rêje gihîştiye 98.2 mlm. + +Rêveberê seqanasî û erdhejênê li Herêma Kurdistanl Fazil Îbrahîm ji Tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêjeya barîna baranê li navçeyên Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de bi vî awayî bû: + +Hewlêr 51mlm, Pîrmam 50.6, Şemamik 21.4, Mexmûr 24.8, Xebat 16, Soran 35.8, Dihok 94.5, Zaxo 93.4, Akrê 61, Bamernê 76.2, Dînarte 98.2, Zawîte 14.9, Silêmanî 18.2, Çemçemal 32.2, Mawet 23.8, Helebce 11, Kelar 7.8, Meydan 10.4, Xurmatû 12, Kerkpk 20, Xaneqîn 5.1 û li Şengalê 71.1 mlm baran bariye. + +Herwiha Fazil Îbrahîmî aşkere kir ku ";Egera wê yekê heye ku baran heta îro êvarî bibare û di sibeha çareşemê de dê seqa cîgîr be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; û ";Kantona Kobanî";ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e sibe (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê bê ragihandin. + +Li gorî her du Kantonên Cizîrê û Kobaniyê, Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî dê ji Serokê encûmena cîbicîkir, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê. + +Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake. + +Civînên encûmenan danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkir ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn. + +Rêveberiya Demî di (12.11.2013) de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ragihand ku wê 9 leşkerên Artêşa Iraqê îdam kirin, piştî ku ew pêr (26.01.2014) li bajarê Felûce êsîr kiribûn. + +DAÎŞê li ser malpera xwe belav kiriye ku çekdarên wê pêr yekşemê 9 leşkerên Artêşa Iraqê li bajarê Felûce yê ser bi parêzgeha Enbarê ve êsîr kirbûn, doh (27.01.2014) ew îdam kirin. + +Herwiha DAÎŞ di dîmeneke vîdyoyî de, ku li ser torên civakî belav kiribû, tê de proseya êsîr kirina wan leşkeran nîşan dide. + +Li gorî ku DAÎŞê ragihandiye, çekdarên wê operasyonek li ser cihê mayîna Atrêşa Iraqê li devera Neîmiye li başûrê Felûce encam dan û di encamê de 9 leşker êsîr kiribûn herwiha dest daniye li ser 6 otombêlan ku agir berdaye 3 otombêlan ji wan û her 3 yê din jî li cem xwe hiştine. + +Berî du hefteyan jî çekdarên heman rêxistinê 4 leşkerên din ên Iraqê li navçeya Bu Balî li rojhilata Rumadî revandibûn û pişitra ew îdam kiribûn, Serokwezîrê Iraqê jî ev yek bi hewldan bo çêkirina şerekî taîfî wesf kiribû, ji ber ku ew her çar leşker Şîe bûn. + +Ji 21ê Kanûnê ve operasyonên leşkerî li parêzgeha Enbarê di domin, herwih şer û pevçûneke tund navbera hêzên eşîretê enbar ji aliyekî û çekdarên radîkal ên DAÎŞê ji aliyekî din ve berdewamin. + +Şêxan (Rûdaw)- Li nahiya Baedrê ya ser bi qeza Şêxan li parêzgeha Dihokê, metirsiya hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye, bi sedema barîna rêjeyeke uekcar gelek ji baranê ku lehî li wê navçeyê çêkiriye. + +Qaîmeqamê qeza Şêxan Îsmail Mistefe ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku ";Bendava Baedrê tijî av bûye û metirsî ji hilweşana wê heye";. + +Îsmail Mistefa herwiha amaje kir ku ew hewl didin ku malên nêzîkî bendavê vala bikin û got: ";Hemû tîmên hawar hatinê di amade başiyê de ne bo bihawar çûna xelkê û dûrxistina wan ji ziyanê";. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li gorî zaniyariyan termê zarokekî di nav lehiyê de hatiye dîtin. + + + + + + + +Silêmanî n(Rûdaw)- Dadgeha Silêmaniyê biryara dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li bankên Silmaniyê. + +Malpera fermî ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser zimanê rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê, Ebdulrehman Salih Reşîd, wiha ragihandiye: ";Nivîsek ji dadgeha Silêmaniyê gihîşte dest me, derbarê dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, lewma ligorî wê nivîskê me jî nivîsek di vê derbarê de bo hemû bankan şand bo cî bi cîkirina vê biryarê";. + +Herwiha rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê bê agahiya xwe ji sedema vê biryarê anî ziman. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî birîndar ê Rojavayê Kurdistanê ku dixwast bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibe, lê ji ber gîrobûnê li deriyê sînorî heta birin nexweşxanê jiyjana xwe ji dest da. Qaymeqamê navçeya Sirûcê Abdullah Çîftçî jî piştrast kir ku derbasbûna wî welatiyê Rojavayî ji ber astengiyên îdarî hatiye gîrokirin. + +Li gorî DÎHAyê, duh (27.01.2014) bi şev welatiyê birîndar ê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Îmad Elî li nexweşxaneya bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî nûçeyê, hat zanîn ku Îmad Elî ku di nigê xwe de birîndar bibû, li ber deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Sirûcê gellekî hatibû gîrokirin û piştî ku ji sînorî derbas bibû biribûn nexweşxaneya Sirûcê û ji wir jî şandibûn nexweşxaneya Rihayê, ji ber wê jî gellek xwîn jê çûbû û dema gihandibûn nexweşxaneya Rihayê, can dabû. + +Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî derbarê bûyerê de axivî û ragihand, ew welatiyê Rojavayî ji ber astengiyên îdarî gellekî li ser sînor hatibû gîrokirin lê ji ber ku sînor di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye ew nikarin tiştekî bikin. + +Çîftçî anî ziman ku ji wezareta navxwe xwastiye deriyê sînor bixe bin kontrola qaymeqamiyê. + +Hat zanîn, cenazeyê Îmad Elî dê danê êvarê derbasî Kobanî bê kirin. + + + + +Dihok (Rûdaw) – Li bajarokê Şêxanê yê girêdayî parêzgeha Dihokê, ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê herî kêm 4 zarok xeniqîn, zarokek û 4 rêwiyên otomobîlekê jî wenda ne. + +Peyamnêrê Rûdawê, li Şêxanê û ji zarê qaymeqamê bajêr Îsmaîl Mistefa ragihand, ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê otomobîlek bi 4 kesên tê de ve ketine ber avê û heta niha ti agahiyek li ser wan nîne. + +Li gorî agahiyên peyamnêra Rûdawê li Dihokê jî, ji ber lehiyê 3 zarok li nav çemê Xazir de xeniqîne. + +Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê di heyama 24 saetên borî de baranek zêde barî û ji ber wê jî li gellek dever û gundên parêzgehê lehî rabû û gellek zirarên madî û canî li xelkê da. + +Li gundê Baedrê yê Şêxanê jî, termê zarokî ku ji ber lehiyê xeniqîbû hat dîtin û zarokekî din jî wenda ye. + +Her wiha hat gotin, pira ku li ser rêya navbera Etroş û Dihokê hatiye çêkirin, ji ber ava lehiyê hilweşiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, tirsa hilweşîna bendava Baedrê jî heye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên lêkolîneke hikûmeta Iraqê ku bi alîkariya NY û Banka Cîhanî hatiye amadekirin, her sal Iraq ji ber têkçûna jîngeha xwe 5-8% ji dahata xwe ya millî ji dest dide. Her wiha rêjeya ava Iraqê ji sala 1970an ve nivî bûye. + +Li gorî lêkolînê, rewşa jîngeha Iraqê di heyama çend salên borî de ji ber şer, alozî û zêdebûna nifûsê û givaşa zêde li ser çavkaniyên sirûştî ber bi xirabûnê ve çûye. + +Di raporê de her wiha hatiye ziman ku çawanî û çiqasiya ava Iraqê ji ber çêkirina bendav û pîsbûê û guhertina rewşa hewayê zirarek mezin dîtiye. + +Her wiha hatiye gotin ku ava Iraqê sala 1977an, 5900 metrekûp bû lê niha daketiye 2400 metrekûpan. Ev jî ji ber wê hişksaliya navbera salên 2005 û 2009an qewimiye. + +Li gorî lêkolînê, eger rewşa niha bidome dê heta sala 2040an ava çemên Dîcle û Firatê hişk bike. + +Bernameya Jîngehê ya NY ku wek UNEP tê naskirin, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftinek 5 sale îmzekiriye bo çareserkirina arîşeyên jîngeha wî welatî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên bajarokê Qoserê yê parêzgeha Mêrdînê li Bakûrê Kurdistan, navên kurdî yên gundan li kêleka navên wan ên tirkî hatin nivîsandin û tabloyên wan hatin daçikandin. + +Li gorî AAyê, şaredariya Qosera Mêrdînê, navên kurdî yên gundên deverê li kêleka navên wan ên tirk daçikand. + +Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, ragihand ku vî karî ji ber wê dikin çimkî xelkê deverê kurd in û zimanê wan jî kurdî ye. + +Ferhan Turk, anî ziman ku xelkê deverê bi navên kurdî deverê nas dikin lê mixabin navên hemû gund û deveran tenê bi tirkî hatiye nivîsandin û wiha got: ";Ji ber wê jî me biryar da li kêleka navên tirkî navên kurdî jî bidin nivîsandin, bi vî awayî mirov dê bizanibe ka ji kuderê diçe kurderê."; + +Di çarçoveya asîmîlasyon û tinekirina kurdan de, navên kurdî yên gund û bajarên kurdan li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatine guhertin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî amarên fermî, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 hezar dengder bo hilbijartinên meha Nîsanê yên Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye. Komîsyona Hilbijartinan jî ragihand, ew amar ji wan re pîvan nîne çimkî ew li gorî kopona xwarekê kar dikin. + +Meha Nîsana îsal du hilbijartin dê li Iraq û Kurdistanê bên lidarxistin, hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê. + +Li gorî amarên fermî, hejmara dengderên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên îsal ên Iraq û Kurdistanê 95 hezar zêde bûye ku li Silêmaniyê 41 hezar, li Hewlêrê 34 hezar û li Dihokê jî 27 hezar kes zêde bûne. + +Rayedarên Herêma Kurdistanê hertim dibêjin, Bexda her tiştî bi Herêma Kurdistanê re dike meseleyek siyasî ji ber wê jî serjimêriya Herêma Kurdistanê kêmtir nîşan dide û ew jî dibe sedema kêmbûna kurdiyên kurd li Bexdayê. Lê Wezîrê Bazirganiya Iraqê Xeyrula Hesen ku kurd e, dibêje, rêjeya zêdebûna nifûsê Herêma Kurdistanê li gorî bajarên navîna û başûrê Iraqê nizim e. + +Xeyrula Hesen, tîne ziman ku li Herêma Kurdistanê rêjeya zêdebûna nifûsê daketiye asta navincî û malbat zêdetirî 2 yan 3 zarokên wan tine lê malbatên bajarên başûr û navîna Iraqê xwediyê 8 yan 9 zarok in, ji ber ku li wan deverên Iraqê her zilamek ji jinekê zêdetir tîne. Hine zilam 3 yan 4 jinên wan hene û ev jî ber bi zêdebûnê ve diçe. + +Hesen behsa sedema kêmbûna zêdejiniyê li Herêma Kurdistanê û kêmbûna nifûsa malbatê dike û dibêje, li deverên başûr û navîna Iraqê saziyên jinan bêdeng in lê li Herêma Kurdistanê saziyên jinan bi tundî li dijî zêdejiniyê disekinin û givaşa siyasî jî çêdikin. + +Hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê 44 kursî ye, hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê bo encumenên parêzgehan jî 89 kursî ye ku 32 kursî pişka Silêmaniyê ye, 30 kursî yê Hewlêrê û û 27 kursî jî yê Dihokê ye. + +Endamê Parlamentoya Iraqê Saman Fewzî, got, me ji komîsyona hilbijartina xwast ji nû ve li amara û hejmara kursiyên Kurdistanê binêre, di dawiyê de me karî ji Hewlêr, Silêmanî û Dihokê re kursiyekê zêde bikin. + +Berpirsê komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed jî got, komîsyon li gorî amarên nifûsê kar dikin lê li gorî koponên xwarekê kar dikin. + +Cizîr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê "Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê" şaxa xwe ya sêyemîn li Cizîrê vekir. + +"Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê" piştî Amed û Qoserê bi şubeya xwe ya sêyemîn li Cizîrê dest bi xebatên xwe kir. Ji ber ku di navê Komeleyê de bêjeya "Kurdistanê" hatiye bikaranîn, li komeleyê doza lêpirsînê hatiye vekirin, ji ber wê jî dê komele di despêkê de bi navê "Komeleya Tevgera Ciwanan" bixebite. + +Di rojên pêşîde jî dê komele li Bakûrê Kurdistanê vekirina şubeyên xwe bidomîne. + +Mabesta Komeleyê ya herî girîng hişyarkirina hişmendiya netewî ya Kurdistanê û zimanê kurdiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, dê di civîna sibê de biryara dawî li ser paşxistinê çaremîn kongreya YNKê bê dayîn. + +Li gorî biryara civîna dawî ya YNKê, çaremîn kongreya wê dê roja 31ê Çileya sala 2014an yanê 3 rojên din tê lidarxistin. + +Lê li gorî agahiynê, di nav endam û rayedarên YNKê de pêşniyara paşxistina kongrê tê kirin. + +Derheqê vê yekê de, polîtburoya YNKê îro (28.01.2014) civiya û piştî civînê ragihand, di civînê de li ser çaremîn kongra YNKê her wiha pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye axaftin. + +Li gorî daxuyaniya civînê, biryara dawî li ser paşxistan yan paşnexistina kongrê dê sibê (29.01.2014) li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ya li bajarê Silêmaniyê bê dayîn. + +Zêdetirî salekî ye Talebanî ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin û ji ber partiya xwe dûr e. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, deriyekî sînorî yê din di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de tê vekirin. + +Şandek ji rayedarên devera Germiyanê ya Başûrê Kurditanê çûserdana bajarêKirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û bi parlementer, parêzgar û rayedarên din ên parêzgehê re civiyan. + +Alîkarê rêveberê devera Germiyanê Ebdullah Enwer derbarê serdanê de daxuyanî da AAyê û destnîşan kir ku ji bo têkilî xurt bibin û di navbera herdu aliyan de pêwendî û ticaret pêşkeve, serdan kirine. + +Ebdullah Enwer da zanîn, dê deriyeke sînorî yê di nav di navbera Germiyan û Îranê de bê vekirin û rayedarên Îranê jî soz dane di demek kurt de amadekariyên vê yekê bikin. + +Enwer, li ser vê mijarê wiha axivî: "Me daxwaz kir ku bila deriyê sînor li gundê Til Eloka yê li navçeya Meydanê were vekirin. Ev der nêzî navçeya Salasêye. Rayedarên Îranê jî daxwaza me erênî dîtin û destnîşan kirin ku dê di demeke nêz dê dest bi xebatan bikin."; + +Alîkarê rêveberê Germiyanê destnîşan kir ku bi vekirina vî deriyê sînor re dê têkiliyên deverê yên bazirganî û Îranê pêşbikevinû çûyîn û hatin jî zêde bibe her wiha qerebalixa li deriyê sînor ê Perawizxanê jî sivik bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê, ji ber barîna berfê li Colemerg, Sêrt û Mûşê rêyên 626 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. + +li gorî DÎHAyê, Li Navçeya Berwariya Sêrtê ji duh êvarê ve barîna berfê rêyên gund û deveran ji çûn û hatinê re girt. Li Berwariyê berf gihişt 20 santîmê û rêyên 10 gundên girêdayê Berweriyê ji ber berfê hate girtin. Yekîneyên girêdayê Îdareya Taybet ya Navendê ji bo rêyên gundan vebikin dest bi xebatan kirin. + +Li Mûşê rêya 108 Gundan hate girtin + +Li Mûşê du rojin bê navber berf dibare. Ji ber barîna berfê rêya 108 Gundan ji çûn û hatine re hat girtin. Ji ber ku 2 rojin berf dibare û şaredarî pêyvira xwe pêk nahîne, berfê li ser banan dimînin û dikevin xwarê, dibe sedema ku welatî demên xeter derbas bikin. Welatî neçar man ku bi derfetên xwe berfa derdorê xwe paqij bikin. + + Li Colemergê jî rê hatin girtin + +Li Colemêrgê jî ji ber zêde barîna berfê li navendê 60 santîm li cihê bilind jî berf gihîşt 1.5 mîtrê, dikandarên Colemêrgê neçar man deriyê dikanên xwe girtî bihêlin. + +Bi barîna berfê re rêya 132 gundan û rêya 376 mezrayan ji çûn û hatinê re hate girtin. Di vê navberê de tîmên şaredariyê jî paqij kirina berfê li tax û kolanan da destpêkirin. + + Li Gevera Colemergê jî rêya 59 gundan û mezrayan ji sedema zêde barîna berfê hate girtin û derbasbûna Harûna ji sedema xeteriya aşutê rê ji trafîkê re hate girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; û ";Kantona Kobanî";ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e îro (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê jî bê ragihandin. + +Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî, mîna Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî, dê ji Serokê encûmena cîbicîkar, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê. + +Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku Civîna encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî dê saet 10ê sibehê bi dema Rojavayê Kurdistanê li Hola Navenda Rewşenbîrê li bajarê Efrînê bicive da ku hikûmeta Kantonê bi serokatiya Hêvî bê destnîşankirin. + +Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku ji du rojan ve, meydana Azadî li navenda bajarê Efrînê bi wênwyên Rêberê PKKê Ebdulah Ocelan û alên TEV-DEMê tê xemlandin ji bo lidarxistina ahinga pîrozkirina ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê. + +Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake. + +Civînên encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkar ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn. + +Rêveberiya Demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimnaî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwêsta xwe himberî ragihandina rêveberiyên xweseriya demokratîk, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê tên ragihandin, herwiha ew endamên ENKSê yên nav wan rêveberiyan de, aşkere kir. + +PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Cizîrê";, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Kobanî, pêr (27.01.2014) li bajarê Kobanî ragihandine. + +Sekretariya Giştî ya (ENKS) Doh (28.01.2014) Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya. + +Di vicînê de ENKSê pirsa beşdariya hin endamên wê ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne, gotûbêj kir. + +Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin. + +Herwih ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku ";PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike";. + +Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya ";Kantona Efrînê"; jî îro bê ragihandin. + +Berî niha jî Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreya Cenêv2 de, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand ku PYDê bi ragihandina van Kantonan dixwaze helwêsta nûnerên Kurd li Cenêv2 qels bike. + + + +Efrîn (Rûdaw)- Rêveberiya xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî îro hat ragihandin. + + +Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê di 21ê vê mehê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê";, di 27ê mehê de ya ";Kantona Kobanî"; ragihand, îro (29.01.2014) Rîveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî ragihand. + + +Rêveberiya Kantona Efrînê, mîna her du rêveberiyên Cizîrê û Kobanî, ji 22 deste (Wezaret), Serokê desteya cî bicîkar û dû cîgirên wî pêk tê. + + +Kantona Efrînê ji van kesan pêk tê: + + +Seroka Encûmena Cî bicîkar: Hêvî Îbrahîm Mistefe + + +Dû cîgirê serokê encûmena tenfîzî: Remzî Şêxmûs û Ebdilhemîd Mistefe. + + +Serokê desteya têkiliyên derve: Diêman Ceafer + + +Desteya berevanî û xweparastinê: Ebdo Îbrahîm + + +Serokê Desteya Karên Hundirîn: Hesen Beyrem + + +Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Roşan Hisên + + +Seroka Desteya Aborî: Remezan Elî + + +Serokê Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir + + +Serokê Desteya Perwerdeyê: Riyad Mele Mihemed + + +Seroka Desteya Çandiniyê: Eyûb Mihemed + + +Serokê Desteya Tenduristiyê: Xelîl Şêx Hesen + + +Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Ehmed Yusif + + +Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo + + +Serokê Desteya Çandê: Hêvî Şêxo + + +Serokê Desteya Veguhestinê: Welîd Selame. + + +Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Fadil Robcî + + +Seroka Desteya Turîstik û Şunwariyê: Reşîd Ehmed + + +Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd qasim + + +Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Fatime Likto + + +Serokê Desteya Mafê Mirovan: Xelîl Sîno + + +Serokê Desteya Çavdêriyê: Etûf Ebdo + + +Seroka Desteya peywendiyê: Ebdulrehman Selman + + +Serokê Desteya Dadê: Seîd Ismet Gubarî + + +Serokê Desteya Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîe Bilal + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Civîna politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê destpêkir. + +Doh (28.01.2014) politburiya YNKê daxuyaniyek belav kir ku tê de aşkere kirirye ku, di civîna îro de ew dê biryara xwe li ser roja lidarxistina çaremîn kongireyê YNKê, ku birayare sibe (30.01.2014) bê lidarxistin, bide. + +Pirsa dema lidarxistina kongreyê nêrînên cuda di nava YNKê de peyda kirine, di demekê de ku hin tekez li ser wê yekê dikin ko kongre di dema xwe de bê lidarxistin, aliyekî din ligel wê yekê ko kongre bê paşxistin. + +Herwih biryara YNKê biryara xwe ya dawî derbarê çawaniya beşdarîkirinê di kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bide. + +Herwih di daxuyaniya poliburoya YNKê de hatiye ku ";Dema pêkanîna hikûmtê hatiye";, lewma biryara dawî ya YNKê radestî şanda danûstanan bê kirin da ligel şand a Partiya Demokrata Kurdistanê (YNK) di civîna bê de bê gotûbêj kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro 5 hezar xanî li ser xelkê hejar û kirêçî yên bajarê Hewlêrê tên parvekirin. + +Li gorî malpera parêzgrha Hewlêrê, îro (29.01.2014) nûçeyek belav kir ku têde aşkere kiriye ku dê îro 5 hezar xanî li ser hejar û kirêçiyên bajarê Hewlêrê bên parvekirin. + +Xanî dê bi rûya tîropişkê bê parvekirin, ku berî niha formên taybet bi vê mebestê li ser xelkê hatibûn parvekirin. + +Ev xanî bi navê ";Xaniyên Korî"; tên naskirin ji ber ku li ser sîstema Korî hatine avakirin. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rûdaw vîdyoyekê belav dike bê çawa lehiya ku doh li bajarê Dihokê qewimiye, zarokeke 8 mehî ";Bi navê Hêvî"; ji himbêza dayika wê direvîne û piştî 24 demjimêran dayika Hêvî termê zaroka xwe himbêz dike. + +Çi bûyereke sirûştî li seranserê cîhanê kareseteke dilêş li şûn xwe dihêle, lehiya bajarokê Baadrê jî li Dihokê bû kareseteke ku qet nayê jibîr kirin, ji ber ku canê 5 kesan ligel xwe birin ku yek ji wan qurbaniyan Hêvî ya 8 mehî bû ku ji lehiyê ew ji ber sînga dayika wê dizî. + +Ji şeva 27ê mehê ve baraneke bi xwelî seranserê parêzgeha Dihokê vegirt û lehî li piraniya navçeyan rabû, bi taybetî li bajarokê Baadrê. Di nava lehiyê de Ednan Yusif dîmenên vîdyoyî digirtin, lê wî nizanî bê wê di nav dîmenên wî de wêneyekî dilêş derkeve bê çawa lehî zarokekê ji dayika wê didize. + +Ednan Yusif çîroka vê dîmenê ji Rûdawê re wiha behs dike: ";Em li ser rê bûn, baraneke bixwelî dibarî, lê tiştê neçavlirê hatina lehiyeke bihêz bû ku bilndiya wê nêzîk 1 mitrê bû, em birêve çûn û me otombêlk dît ku 5 zarok, jin û zilamek tê de bûn."; + +Ednan gotinên xwe berdewam dike û dibêje: ";Di destpêkê me me dixwest em rêya xwe temam bikin, lê hevalê wî Serdar Qadirî got: bila em vgerin û binêrin bê ew otombêla ku 5 zarok tê de ne rizgar bû yan na."; + +";Dema em vegeriyan lehiyê metirsî kiribû dilê her 5 zarokan de û hawara û qêrîn dikirin, em bi hawara wan ve çûn û me 4 zarok rizgar kirin, û Hêvî ya 8 mehî di himbêza dayika xwe de bû."; + +";Hêvî di himbêza dayika xwe de bû, lê hêza lafawê dayik da erdê û Hêvî jî ji ber singa wê revand û li gel xwe bir. Dayikê xwest li pey Hêvî biçe da wê rizgar bike… lê me nehişt";. + +";Hêvî heta heta çû û êdî li sînga dayika xwe venegeriya."; + +Îro (29.01.2014) sibehê, termê hêvî û çar kesên din li gundê Bê Boza, ku 6 kilomitran ji cihê bûyerê dûre, hat dîtin. + +Ji bilî Hêviya 8 mehî, lehiyê otombêleke din li ber xwe bir ku 4 kes tê de bûn, li gorî ku Ednan bo me ragihandî ";Temenê wan di navbera 35-45 salan de bûn."; + +Rojnameya Evro, di pela destpêkê de wêneyê Hêviya 8 mehî belav kiriye, û amaje kirk u bi sedema lehiya Baadrê 8 kes xenqîn û 7 kesên din heta niha nediyarin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojava piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê û Kobanê, Kantona Efrînê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand. Jina bi navê Hêvî Îbrahîm Mistefa wek seroka wê rêveberiyê ku rola serokwezîr dibîne, hat hilbijartin. + +piştî ragihandina rêveberiyên kantonên Cizîrê û Kobanê li Rojavayê Kurdistanê, sêyemîn kantona jî li Efrînê hat ragihandin. + +Kantona Efrînê dê ji aliyê serokek jin ve bê birêvebirin. Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di saetên sibê de kom bûn. + +Di civîna Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de, rêveberiya kantonê, hate destnîşankirin û Hêvî Îbrahîm Mistefa wek seroka wê ku rola Serokwezîr dilîze hat hilbijartin. + +Yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi dengê pêbaweriyê dest bi xebatê xwe kir. Di civînê de her wiha du alîkarên serok û 22 wezîran jî sond xwarin. + +Navên Serokê meclîsê, alîkarên wî û serokên desteyan wiha ne: +Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê (Serokwezîr) : Hêvî Îbrahîm Mistefa, +Cîgirê Seroka Meclîsa Rêveber : Remzî Şêxmûs, Cigîrê Seroka Meclîsa Rêveber: Ebdil Hemîd Mistefa, +Serokê Desteya Têkiliyên Derve: Silêman Ceefer, Serokê Desteya Parastinê: Ebdo Îbrahîm, Serokê Desteya Karên Hundirîn: Parêzer Hesen Beyrem, Seroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Dr. Nûrşan Hisên, Seroka Desteya Darayî: Remezan Elî, Seroka Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir, Serokê Desteya Perwerdeyê: Dr. Riyaz Menle Mehemed, Serokê Desteya Çandiniyê: Eyûb Mihemed, Serokê Desteya Tenduristiyê: Dr. Xelîl Şêx Hesen, Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Dr. Ehmed Yûsif, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo, Seroka Desteya Çandê: Hêvîn Şêxo, Serokê Desteya Veguhestinê: Welîd Selame, Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Fazil Robcî, Serokê Desteya Tûrîstîk û Şûnwariyê: Reşîd Ehmed, Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd Qasim, Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Fatme Lekto, Serokê Desteya Mafê Mirovan: Dr. Xelîl Sîno, Serokê Desteya Çavdêriyê: Etûf Ebdo, Seroka Desteya Enformasyonê: Ebdil Rehman Selman, Serokê Desteya Dadê: Seîd Esmet Xûbarî, Serokê Desteya Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîi Bilal + +Li Rojava ji wan sê kantonên ku hatine avakirin yek jê Kantona Cizîrê ye, Kantona Cizîrêyê di 21'ê Çileya 2014'an de rêveberiya xweseriya demokratîk ragihandibû. Kantona Cizîrê ya ku bi sê zimanê fermî ji serokwezîr û 22 wezîran erkdar kiribûn. Konatona Cizîrê meclisek demkî ku ji 101 kesî pêk dihatin, avakirbû. Li piştî avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê, di 27'ê Çile da Kantona Kobanê rêveberiya xweseriya demokratîk ragihand. Ji bo serokê Kantona Kobanê Enwer Mislim wek hat hilbijartin û desteya wezîran a Kobanê jî ji 22 kesan pêk tê. + +Dê her sê kanton jî di nava 4 mehan de biçin hilbijartinê. Divê parlementoyên xwe nû bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya rêpêgirtina tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê amara 2013ê belav kiriye ku derdixe Hewlêr bi kuştina jinan bi pileya yekem tê, Silêmaniyê jî bi destdirêjiya ser jinan. + + +Li gor vê amarê, par bi giştî 5316 haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê hebûn(Hewlêr 1745, Duhok 1329, Sillêmanî 1270, îdareya Germiyan 555 û îdareya Raperîn 417 halet). + + +Weke ku derdikeve, li gor sala 2012ê, tundûtîjî bi hemû cûreyan ber bi zêdebûnê ve çûye. + + +Li gor amara 2012ê, li Kurdistanê 4645 haletên tundûtîjiyê hatine tomarkirin, lê sala 2013ê 671 halet zêde bûne. + + +Piştî belavbûna amarên tundûtîjiya dijî jinan, grûpa jiyan biryar da şevane li ber nivsgeha parlementoyê li Silêmaniyê têkevin girêvê. + + +Rêbera vê grûpê Behar Munzir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Me çalakî bi sedema van amaran û çend haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê rêk xistin. + + +Di salekê de li vê herêma me 50 jin hatin kuştin. Wate li vê herêmê mehane 4 jin tên kuştin. Ev bese da ku em bêjin Herêma Kurdistanê navçeyeke bitirs e bo jian." + + +Di girêva grûpa Jiyan de, bi rûpelên rojnameyan pêşengehek taybet bi tawanên dijî jinan hate pêkanîn, ku heftenameya Rûdawê diyartirîn yek ji nav pêşengehê bû. + + +Rûdaw ji yekem hejmar ve berdewam rûpelek teybet bi pirsgirêkên jinan vekiriye. + + +Di xişteya amarên amarên sala 2012ê yên vê rêveberiyê de, xaneyek hatibû terxankirin bo amarên îşkencekirina jinan, ku tê de 691 haletên îşkencekirinê hatine tomarkirin, lê di xişteya amarên 2013ê de ev xane nîne. + + +Hewlêr bi kuştin û xwekuştina jinan li pêş e Li gor amara rêveberiya rêpêgirtina tundûtîjiya dijî jinan, par 50 jin hatin kuştin, ku pirraniya wan (28 jin) ji Hewlêrê bûn, ji Duhokê 11 jin û ji Silêmaniyê 4 jin. + + +Herwiha ji Germiyan 6 jin û ji Raperînê jî yek jin hate kuştin. Par li tevaya bajerên Herêma Kurdistanê 36 jinan xwe kuştin. + + +Di vê de jî Hewlêr li pêş bû: (Hewlêr 15, Duhok 7, Silêmanî 8, Germiyan 5 û Raperîn jî yek jinê xwe kuşt). Silêmanî di destdirêjiyê de li pêş e Li gor vê amarê, par li Silêmaniyê bêhtirîn haletên destdirêjiyê bo ser jinan hatin tomarkirin ku 73 halet bûn. Piştre jî Duhok tê, ku 28 halet bûn. Herwiha Hewlêr 8 halet bûn, lê li Germiyan 7 û li Raperînê 22 haletên destdirêjiyê hatin tomarkirin. + + +Lê li gor amara du salên borî derdikeve ku destdirêjiya ser jinan bi giştî kêm bûye, bi awayekî ku di sala 2012ê de 170 haletên destdirêjiyê hebûn, lê par daket 138 haletê. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê serokê HDPê Sirî Sureya Onder ragihand ku, damezrandina kantonan li Rojavayê Kurdistanê û ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk hemû pêşbînî û daxwaza Rêberê PKK Abdula Ocalan bû. + +Onder di hevpeyvînekê taybet li gel televîzyona Rûdaw de got, tevî ku li Îmraliyê li ser Ocalan dûrpêçkirneke tund heye, û mercên wî pir zehmetin, lê ew bi pêvajoyê gelekî geşbîne. + +Onder ku di heman demê de perlementerê HDPê yê Stenbolê ye diyar kir ku, Ocalan piraniya demê xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dike, di riya televîzyonan de rojevê dişopîne. + +Sirî Sureya Onder da zanîn ku, Rêberê PKKê di nameyê xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, silav û rêzên xwe şandiye û daxwaza piştgiriya wî ji Rojavayê Kurdistanê re kiriye, û hêvî kiriye ku di nîzîktirîn dem de Kongreya Netewey ya Kurd bê li dar xistin. + +Bernameya Hevpeyvîn ya televîzyona Rûdawê mêvandariya Sirî Sureya Onder dike, û roja (04.02.2014) demjimêr 21:05 bi dema Hewlêrê dê ev hevpeyvînli ser Rûdawê bê weşandin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Oso ragihand ku dê roja (02.02.2014) ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bicive. + +Mistefa Oso, derbarê mijarên civîna ENKSê di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Di civîna roja yekşemê de dê çarenvîsa endamên ENKSê yên ku tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bûne bê gotûbêjkirin û dê biryara dawî jî di derheqê wan de bê sitandin."; + +Mistefa Oso ku di heman demê de Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd e, aşkere kir ku ";Nêrînek di nav piraniya endamên ENKSê heye ku endamtiya wan kesan bê ragirtin, û di nêrîna min de dê ev biryar bê sitandin";. + +PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Cizîrê";, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Kobanî, roja (27.01.2014) li bajarê Kobanî û doh (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Efrînê ragihand";. + +Her yek ji Partiya Çep a Kurd, ku Sekreterê wê Mihemedê Mûsê ye, Partiya Çepa Demokrat ya Kurd, ku Salih Gedo skreterê wê ye û Ekrem Hiso, ku endamên ENKSê ne beşadrî rêveberiyên PYDê bûne. + +Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê pêr li bajarê Qamişlo civiya bû û ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin. + +Herwiha ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku ";PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike";. + +Mistefa Oso di vê derbarê de tekez kirk u di civîna roja (02.02.2014) ya ENKSê de dê biryara dawî derbarê her du partiyên çep û Îsa Hiso de bê sitandin. + + +Siêmanî (Rûdaw)- Plana ku Hikûmet Herêma Kurdisranê li navçeyên cihê nakokiyê di warê perwerdeyê de birêve dibe, wek peykereke berfê ye ku di dawiyê de her bi pihînan tê xistin, ji ber ku hemû zarokên ku bi rêbazeke kurdî heta qonaxa amadeyî dixwînin, di dawiyê de diçin ber destê rêbaza Erebî ku li Bexdayê hatiye danîn. +Dema 11 salan xwendina kurdî yek ji kêşeyên mezin ên wan navçeyên ku dikevin sînorê madeya 140 û bi navçeyên cihê nakokiyê tên binavkirin. +Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dawiya 2003ê ve bo çareserkirina van pirsgirêkan, dest bi proseyekê kir, ku di vekirina dibistana Kurdî, peydakirina mamoste û fermanbera û pêdawîstiyên xwendinê de tê dîtin, lê her Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe xwendekarên van navçeyan neçar dike piştre berê xwe bidin Tekrît, Bexda û bajarên din ên erebî bo bidawîkirina zanîngehê. Bar li ser milê Bexdayê sivik dikin Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, ku siyasî herdem pêdagîriyê dikin li ser wê yekê ku pirraniya nişteciyên wê kurd in, heta wê roja ku xelkên vî bajarî peykera Sedam Husên li vî bajarî şikandin, yek dibistan bi zimanê kurdî tê de nebû, lê di van 11 salan de 508 dibistanên kurdî li sînorê vê parêzgehê, li ser erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek ji wan jî bi budceya Bexdayê vebûn. +Rêveberê xwendina kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kake dibêje "Eger qedera me ye ku em Kerkûkî bin, em neçar in berê xwe bidin zanîngeha Bexdayê û bajarên din ên Iraqê." +Wek rêveberên kurd ên perwerdeya Kerkûk û Xaneqîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behs kirin, xercî û rêvebirina 528 dibistanên bingehî û amadeyî yên vê navçeyê bo dema 12 salan dibe li ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê û dawiyê jî diçin aliyê sîstema xwendia Bexdayê li wê derê bawernameya zanîngehê werdigirin. +Rêveberê berê yê perwerdeya Xaneqîn Husên Saye behsa rewşa derûnî ya wan malbatan dike ku neçar in zarokên xwe bişînin aliyê rêbaza erebî ya Bexdayê "Dibe ev kurd jî jibîr bikin ku di vê demê de fêr bûn, beşek ji wan ji vê yekê nerazî ne û dizanin ti rêyeke din li ber wan nîne." 80 milyar dînar bo fêrkirina kurdî Sala 2003ê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kerkûkê dest bi xwendinakurdî kir. Şêrzad Reşîd dibêje yakemîn dibistana kurdî sala 2003ê vebû. +Ji wê demê ve heta niha 508 dibistanên kurdî û 13 baxçeyên zaorkên biçûk hene, ku 92 hezar û 800 xwendekaran li xwe digirin. Ji ber ku Bexda piştgiriya xwendina kurdî nake, hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bû li ser budceya xwe 8 hezar û 200 fermanber û mamosteyan bo wan dibistanan têxe kar û mûçeyan bide wan, ku wek rêveberê xwendina kurdî li Kerkûkê behs kir, salane 78 milyar dînar budce ji wan re dabîne dibe. +Şêrzad Reşîd Kake dibîne ku ev pereyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhûde naçin "Ji ber ku her tiştek nebe fêrî kurdî dibin ku berê ji wan re qedexekirî bû." +Kurdistan wan fêr dike, Bexda jî wan ezmûn dike Xaneqînî bi gellek xalan xwe ji Kerkûkê cuda dikin û dibînin ku ji wan re nêzîktirbûna ji Herêma Kurdistanê û vegera vî bajarî bo siruşta xwe ya berê û destxistina zeviyên dagîrkirî baştir baştir e. +Lê ji aliyê xwedinê ve rewşa wan nûçeya dilxweşker tê de nîne. Li Xaneqîn 20 dibistanên kurdî pêk hatine. +Salane 3 milayr û 600 milyon dînar ji budceya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo mûçeya mamoste û fermanberên dibistanên kurdî û 70 milyon dînar jî bo pêdawîstiyên xwendinê dabîn dibin. +Li Xaneqîn 12 dibistanên erebî jî hene, ku wek Husên Saye got "92 ji sedî ji xwendekarên dibistanên erebî jî kurd in û ji Xaneqîn in." +Kêşeyeke din a xwendekarên Xaneqîn têkçûna xwendina kurdî ye, çiku wek ku Husên Saye behs kir "Van xwendekaran heta dawiya salê bi rêbaza kurdî dixwendin. +Lê di ezmûnên dawiya salê de, Bexda pirsan ji wan re dişîne ji bo ezmûnkirinê, ku vê yekê jî kir ku hinek ji xwendekaran derneçin, çiku wan nexwendine." + +Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Kotolê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe ya ducan kuşt. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro (30.01.2014) li gundê Raziyê li devera Kotolê li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, jinek ducan ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hat kuştin. + +Hat zanîn, şeva beriya bûyerê zilam hevjîna xwe ya ducan şev heta sibê bi darekî ve girêdabû. + +Li gorî agahiyan, zilam demek dirêj e madeyên hişbar bikar tîne ji ber wê jî hertim navbera wî û hejîna wî de alozî derdiket. + +Her wiha hat gotin, ji ber ku zilam li hevjîna xwe dabû zaroka wî ya yekemîn nivîşkan ji dayik bibû. + +Gundê Raziyê dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê û 3 km dûrî bajarokê Kotolê ye ku ew jî girêdayî bajarê Xoyê yê Ormiyê ye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. Derheqê rewşa Talebanî de jî hat gotin,Talebanî li nav bajarê Berlînê ji xwe re digere. + +Polîtburoya YNKê îro civiya û piştî civînê , kargerê polîtburoyê Mela Bextiyar ji malpera fermî ya partiya xwe re ragihand, hevjîna sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî Kosret Resûl û Berhem Salih ji vir û şûnde dê wek sekreterekî/ê kar bikin. + +Mela Bextiyar diyar kir ku di civînê de karîne pişka mezin a nêrînên cuda nêzîkî hev bikin û wiha got: ";Em di civînên duh û îro de gihîştin encamên dilxweşker."; + +Wî berpirsê YNKê her wiha da zanîn, bo yekemîn car piştî kongreya sêyemîn a YNKê, encumenên serkirdetî û navendî yên YNKê dê sibê (31.01.2014) bicivin û li ser çawaniya lidarxistina kongre yan jî paşxistina wê biryar bidin. + +Mela Bextiyar li ser nakokiyên nav YNKê de jî got, YNK mîna partiyên din nîne ku nakokiyên xwe veşêre ji ber ku hebûna nakokiyan û diyaloga li ser nakokiyan yek ji xalên bihêz ên YNKê ye, çimkî em nakokiyên xwe venaşêrin ku ji nişkave biteqe û dema pêwîst bikem em behsa wan dikin û ez piştrast im ku sibê her du encumen dê bi awayekî berpirsiyar tevbigerin. + +Li gorî biryara rêveberiya YNKê, divê çaremîn kongreya wê sibê were lidarxistin lê tê pêşbînîkirin kongre were paşxistin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê YNKê Celal Talebanî, zêdetirî salekî ye ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin. + +Agahiyên herî dawî li ser rewşa tenduristiya Talebanî ku ji aliyê berdevkê rewşa tenduristiya wî Dr. Necmedîn Kerîm ve hatiye ragihandin, ew e ku rewşa wî baş e û ";li nav bajarê Berlînê"; ji xwe re bi otomobîlê digere. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, di encama şer û pevçûnên navbera alîgirên BDP û Hûda-Parê de 10 kes birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îşev li navçeya Lîce ya Amedê ji ber sedemên ku heta niha nehatiye zanîn, di navbera komek alîgirên BDP û Partiya Doza Azad (Hûda-Par) şer û pevçûn derket. + +Li gorî nûçeyê, di bûyerê de nêzîkî 10 kes birîndar bûn ku hinek ji wan rakirin nexweşxana zanîngeha Dîcle ya Amedê û hinek jî şandin nexweşxana Lîcê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, her du alî hevdû bi destpêkirina êrişên îşev tohmetbar dikin. + +Hat zanîn, bi mudaxeleya polîs şer û pevçûn bidawî bû lê alozî heta niha jî didome. + +Hûda-Par partiyeke kurdî-îslamî ye ku par hat avakirin. Tê gotin li ser îdeolojiya Hizbullahê dimeşe. Hizbullah di salên 1990î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li dijî PKKê hat bikaranîn û gellek kes ji aliyê wê rêxistinê ve hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên keç di warê çawaniya bikaranîna keresteyên xemilandinê her wiha aliyên nebaş ên keresteyên makyaj û xemilandinê yên qaçax tên perwerdekirin. + +Li gorî ajansa ÎSNAyê ya îranî, berpirsê xwarin û derman ê zanîgeha pijîşkî ya Sine Dr. MIhemed Temîmî, di civîna encumena nehîştina keresteyên qaxaç ên xemilandinê de ragihand, li seranserê parêzgehê di heyama 9 mehên borî de (ji Newroza par heta dawiya Kanûna par) zêdetirî 3 hezar û 500 xwendekarên keç ên di qonaxa lîseyê de derbarê çawaniya bikaranîna rast a keresetên makyaj û xemilandinê hatine fêrkirin. + +Dr. Temîmî da zanîn, her wiha li ser zirar û aliyên nebaş ên bikaranîna keresteyên qaçax ên makyajê jî ew xwendekar hatin agahdarkirin û hezar û 331 salonên makyajê jî hatin kontrolkirin û 527 kes ji endamên Yekitiya Jinên Makyoz ên parêzgehê hatin perwerdekirin. + +Qeladiz (Rûdaw)- Ji encama wergerana otombêlekê li ser rêya serekî ya Qeladize-Sengeserê, 2 xortan jiyana xwe ji dest dan û yekî din jî bi giranî birîndar ket. + +Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê Osman Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Doh (30.01.2014) demjimêr 10ê êvarî bi sedema wergerana otombêlekê 3 xor ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, du ji wan xortan bi navê Şêwaz Mihemed, temen 19 salî, û Cêgir Ebûbekir, temen 20 salî, berî bigihin nexweşxaneyê jiyana xwe ji destdabûn."; + +Osman Mihemed da zanîn jî ku ";Xortê sêyem bi navê Tiwana Kakereş, li nexweşxaneya Qeladizê dermankirineke destpêkî bo wî hati kirin, lê ji ber giraniya birînên wî ew ji bo Silêmaniyê hat veguhestin."; + +Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê amaje kir ku otombêl li cihekî nêzîk holên helkeftên Qeladizê wergerabû û guman tê kirin ku sedema bûyerê tîj ajotin be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xiristiyan û Aşûriyên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzeke taybet bi xwe bi navê Sotoro damezrandin û hinek ji hêzên rejîma Sûriyê jî di nava vê hêzê de hene. + +Cîgirê Sekreterê Rêxistina Aşûrî li Qamişlo Dr. Melek Yeqûb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Ti hêzên çekdar ser ên bi Aşûr û Xiristiyan ve nînin, lê me yekîneyên parastinê bi navê Sotoro damezarndiye da taxên ku Aşûrî û Xiristî tê de hene biparêze."; + +Çekên di destê hêza Sotoro de heta niha tenê çekên sivik in, tevî 3 otombêlan jî ku di dest wan de hene. + +Yek ji berpirsên hêza Sotoro ji ofîsa xwe li bajarê Qamişlo ragihand ku wan dest bi çalakiyên xwe li nava bajêr kirine û hêvî xwest ku karibin li navçeyên din ên ";parêzgey Hesekê"; çalakiyên xwe bikin herwiha got ku ew hemû aliyan diparêzin û di nav wan de Aşûrî û Xiristiyan jî. + +Ji bilî hêza Sototro niha hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê, Hêzên Parastina Niştimnaî (ya ser bi rejîmê ve) û Yekîneyên Prastina Gel ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li bajarê Qamişlo hene. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê da, ku biryarbû îro hatibe lidarxistin. + +Encûmena serkirdatiya YNKê ji doh (30.01.2014) li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî dest bi civînên xwe kiribû îro ew civîn bidawî hat û daxuyaniyek derbarê biryarên ku hatin dayîn hat belavkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye ku civînê biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê bo demek nediyar da, herwih encûmena serkirdatiyê berpirsiyariya vê biryarê xiste stûyê xwe. + +Herwih di daxuyaniyê de amaje hat kirin ku dê çaremîn kongireyê YNKê di demek guca de bê lidar xistin. + +Ji aliyek din vê, biryare îro piştî nîvro polîtburo, encûmena serkirdatiyê û encûmena navendî ya YNKê li baregeha polîburoya YNKê bicvin, bo gotûbêjkirina biryara paşxtistina kongreyê YNKê. + +Doh pêncşemê jî Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. + + +Çoman (Rûdaw)- Îro sibehê agir girte tankereke veguhestina sotemeniyê li ser rêya serekî ya Çoman-Hacî Omeran û di encamê de şofêrê tankerê jiyana xwe jidestda. + +Rêveberê navenda berevaniya şaristanî ya Çomanê, Ehmed Necat, ji Troa Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ";Piştî agehdarkirina me ku agir girte tankereke veguhestian sotemeniyê demjiêmr 05:50 li gundê Aşê Bire Gwêz di navbera Çoman û Hacî Omeran de, yekser tîmên me gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin."; + +Ehmed Necat aşkere jî kir ku piştî encamdana pişkinînê li derket ku sedema gir girtinê bikar anîna alaveke germkirinê bû ji aliyê şofêrê tanker ve, ku dixwest xwe gerim bike. + +Herihw navhatî amaje kir ku agera wê yekê heye ku şofêrê tanker berî vêketina agir jiyana xwe jidestdabê. + +Rêveberê navenda berevaniya şaristanî ya Çoman ragihand jî ko tanker Îranî bû û şofêrê wê bi navê Rehîm Sultan Xezer e ku temenê wî 54 sal bû, şêniyê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ye, her wiha ji bo encamdana lêkolînên bêtir termê şofêrî bo pizîşkê dadwerî yê Soran hat veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî awayê rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bo şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê û dema ku dirêj kiriye, aşkere kir. + +Nêçîrvan barzanî ragihand ku rêkeftina navbera Herêma Kurdsiatn û Tirkiyê piştî du salan ji hewl û danûstanan hatiye îmzekirin. + +Ev cara yekem e ku Barzanî behsa dema gihîştin bi rêkeftina ligel Tirkiyê dike, ev yek jî di çarçoveya civîna Barzanî ligel parlamentrerên Kurd di Parlamentoya Iraqê û wezîrên Kurd li Bexdayê de hat gotin, ku berî çend rojan li Hewlêrê hatibû encam dan. + +Ji aliyekî din, şarezaye Amerîkî di warê enerjiyê de Maykil Nites dibêje ku kişandina boryiên petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê du kartên bihêz xistin destê Kurdan de, heta bikarin ligel Bexdayê bi awayekî baş bilîzin. + +Maykil Nites di wê baweriyê de ye ku şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê dibe sedema wê yekê ku êdî Bexda nikaribe pişka bûdeya Kurdistanê bibirre. + +Wî şarezayî her wiha ragihand ku bi firotina petrola Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê, dê bibe sedema wê ku Kurd bihêz liser mêza danûstanan ligel Bexdayê rûnê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya komarê ya Amedê, di lêpirsîna ku derheqê afîşên pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê li dijî komîteya lidarxistina merasima wê rojê encam dabû, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ku wek du sembolên xebatên jinên cîhanê tên nasîn û nêzîkî 90 sal berê mirine, wek ";endamên PKKê"; bi nav kir. + +Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) ku rêxitineke jinan a nêzîkî BDPê ye, par li Amedê bo pîrozbahiya roja jinên cîhanê hinek afîş dabû çapkirin û li nav bajêr belav kiribû. + +Li ser afîşan wêneyên her sê jinên PKKyî yên ku par li Parîsê hatin terorkirin (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez), yekemîn pêşmergeya kurd li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim û sembolên xebata jinên cîhanê Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn hebû û li ser wiha hatibû nivîsandin: ";Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye";. + +Biryar bû çalakî roja 3ê Adara 2013an were lidarxistin, lê dozgeriya komarê ya Amedê bi hêceta ku li ser afîşê wêneyên endamên PKKê heye, fermana komkirina afîşan dabû û paşê li dijî endamên komîteya lidarxistina merasimê lêpirsîn dabû destpêkirin. + +Li gorî DÎHAyê, dozger di lêpirsînê de diyar kiribû, her çiqas ji ber xatirê bikaranîna risteya ";Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye"; û wêneyên ";endamên rêxistina terorê Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez"; lêpirsîn hatibe vekirin jî lê ji ber ku sûcdaran dîsa afîşên xwe kirin, dadgehê biryara neşopandinê da. + +Derheqê vê mijarê de, parêzer Rûşen Seydaoglu diyar kir ku afîşên ku bo roja jinên cîhanê hatibûn çapkirin, beriya ku bên belavkirin hatin komkirin lê dîsa li dijî komîteya merasimê lêpirsîn hat kirin. + +Rûşen Seydaoglu anî ziman, dema wan biryara dadgehê lêkolîn kirine dîtine ku dozger Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg jî wek endamên PKKê hesibandiye û wiha got: ";Ev, nîşan dide ku daraz ji dînamîka bingehîn a cîhanê ku xebata jinê ye, ti tiştekî nizane, ji ber wê jî dosyayên tundiya li dijî jinan hemû bêencam û lawaz tên darizandin…"; + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû vexwendin, ji ber astengiya rayedarên tirk ên li ser sînor, nekarî derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe. + +Li gorî agahiyên ajansên nêzîkî PYDê, Asya Ebdullah ku ji bo tevlî konferansa HDP’ê ya li Enqerê bibe hatibû vexwendin, ji bo derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe û ji wir jî biçe Enqerê, îro (31.01.2014) di saetên nîvro de çû Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê beramberî navçeya Qoserê ya Mêrdînê. + +Lê li wir berpirsên tirk diyar kirin ku ji bo derbasbûnê nivîsek ji wan re nehatiye şandin lewma destûr nedan ku Asya Ebdullah û şanda pê re derbas bibe. + +Li gorî agahiyên ji rayedaran hatine girtin, ji bo derbasbûna Asya Ebdullah hemû destûrên pêwîst hatine girtin, lê bi hêceta ku Walîtiya Mêrdînê nav nedan,e destûra derbasûnê nehatiye dayîn. + +Hat zanîn, Ebdullah û şanda pê re li ser sînor li benda destûrê ne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ji ber daxuyaniya Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar tevlî civînên rêveberiya partiya xwe nebûne. + +Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, duh (30.01.2014) li ser naveroka civîna polîtburoya partiya xwe daxuyanî da medyaya YNKê û ragihandibû, ji vir û pêde her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih her wiha hevjîna Talebanî û endama polîtburoyê Hêro Îbrahîm dê li şûna Talebanî bibin sekreterên YNKê. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna duh de li ser pêşniyar û daxwaza Kosret Resûl û Berhem salih biryara guhertina di nav organ û saziyên YNKê de hatiye dayîn lê Mela Bextiyar Behsa wê nekiriye. + +Her wiha hat gotin ku tiştek din a ku Mela Bextiyar behsa wê nekiriye, ew e ku şandek ji polîtburoya YNKê serdana Talebanî bikin ku zêdetirî salekî ye ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin û jibilî hevjîna wî Hêro Îbrahîm û pijîşkê wî yê taybet Dr. Necmedîn Kerîm ti kesekî din ew nedîtiye. + +Rêveberiya YNKê îro jî li ser lidarxistina çaremîn kongreya partiyê û çawaniya beşdarbûna YNKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û hinek mijarên din civiya. + +Li gorî daxuyaniya civînê, di civînê de biryar hat dayîn çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû îro (31.01.2014) were sazkirin, were paşxistin lê dema wê nehat diyarkirin. + +Derheqê pêkanîna hikûmetê û helwesta YNKê de jî hat gotin, lêjneya YNKê ya pêkanîna hikûmetê beşdarî gotûbêjên pêkanîna hikûmetê digel hêzên din bibe û vê yekê bigihîne encamekê. + +Amed (Rûdaw) - Birayê Namzedê Bajarê Mezin a Rihayê û şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Ezîz Baydemîr jiyana xwe ji dest da. + +Ezîz Baydemîr piştî ku di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de ji emeliyata dil derket û rewşa wî her ku çû xeter bû, îro (31.01.2014) danê êvarê wefat kir. + +Cenazeyê Ezîz Baydemîr piştî nimêja êvarê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate definkirin. Osman Baydemîr li ser gora birayê xwe helalî ji birayê xwe xwest û ew bi ber koça dawî ve oxir kir. + +Di merasîma cenazeyê de xelkê Amedê Osman Baydemîr tenê nehîşt û di heman demê de namzedên Hevseroktiya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û Parlementera Amedê Leyla Zana jî beşdarî merasima definkirinê bûn. + +Beriya niha çar mehan jî dayîka Baydemîr, Ezîze Baydemîr jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê Ezîz Baydemîr li kêleka gora diya wî hat definkirin. + +Malbata Baydemîr dê sê rojan sersaxiyan qebûl bike û dê şîn jî li ";Mala Şînê ya Havedaniyan"; be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka PYDê Asya Ebdullah ku bo civîna HDPê dixwast derbasî Tirkiyê lê rastî astengiyê hatibû, derbasî Bakûr bû. + +Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, li ser vexwandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro danê sibê xwast derbasî Tirkiyê bibe lê rayedarên sînor nehîştibûn. + +Li gorî DÎHAyê, lê Asya Ebdullah di dawiyê de ji deriyê sînorî yê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê re derbasî navçeya Qosera Mêrdînê bû. + +Hat gotin, Ebdullah dê îşev li Mêrdînê bimîne û sibê jî here Amedê. + +Rayedarên tirk ên sînor, îro danê sibê bi hêceta ku navê Hevseroka PYDê Asya Ebdulla negihîştiye destê wan, rê nedabûn ew derbasî aliyê Bakûr bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê, cenazeyê jineke 19 salî ya ducan ku tenê 15 roj mabû zaroka wê bibe, di nav bîreke kûr de hat dîtin. Tê gotin, malata wê ew daye kuştin. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, li gundê Teknelî yê navçeya Wêranşara Rihayê keça bi navê Hacer Gov a 19 salî bi hevalê xwe yê bi navê Cûma re radizê û paşê ducanî dibe, piştî ku malbata wê pê dizane dayika Hacerê wê dide revandin û dişîne sitargeheke jinan li bajarê Amedê. + +Hacer ku di navenda çandiniyê ya Wêranşarê de karê dotinê dikir û wê demê 3.5 ducanî bû, 5 mehan li sitargehê dimîne lê du kurapên wê diçin wê peyda dikin û wê dixapînin û dibêjin, emê te û malbata te li hev bînin û dibin Wêranşarê. + +Li gorî agahiyan, her du kurapên Hacerê, wê bi dîreka elektirîkê ve girêdidin û difetisînin û paşê jî cenazê wê dixin bîrekê ku kûrahiya wê 18 metro ye. + +Piştî vê yekê, dema malbata Hacerê ti agahiyekî ji keça xwe nabînin, hêzên ewlehiyê agahdar dikin û her du kurapên wê tên girtin û di dawiyê de li xwe mukir tên û dibêjin, wê namûsa me lewitandibû me jî paqij kir. + +Hat gotin jibilî her du kurapên Hacerê, dê û bavê wê her wiha 2 birayên wê jî bi tohmeta kuştina wê girtin. + +Cenazê Hacerê piştî lêkolînên pêwîst şandin gundê Tekneliyê û danê êvarê hat definkirin. + +Derheqê bûyerê de lêpirsîn didome. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku her kesê bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê derkeve divê destûra wê bistîne. + +Piştî ku deriyê Sêmalka di destpêka vê heftiyê de li ber alîkariyên mirovî û nexweş û haletên mirovî vebû, bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Vekirina deriyê Sêmalka yek ji wan xalan bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di 24ê kanûna 2013an de li bajarê Hewlêrê li ser li hev kiribûn. + +Berî ku derî vebe bi rojekê, her du encûmenên kurdî li bajarê Qamişlo li hev civiyan û li ser vekirina derî tekez kirin, lê EGRKê ya ser bi PYDê ve qebûl nekir asayişa deriyê Sêmalka di destê komîteyên hevbeş yên her du encûmenan de be û got ku divê derî di destê asayişa wê de be. + +Li dawiyê her du aliyan li hev kir ku asayişa Sêmalka di bin serpereştiya komîteya hevbeş de be. + +Lê belê rêveberiya asayişa PYDê ya ku xwe li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi zorê ferz kiriye, daxuyaniyek derxist û tê de ragihand ";Kesên ku dê wekî rêwî ji Rojavayê Kurdistanê derkevin divê destûra asayişê bistîne";. + +Di daxuyaniya asayişa PYDê de ku roja pêncşemê (09.01.2014) hatiye belavkirinm, hatiye gotin ku kesên dixwazin derkevin Başûr an Bakurê Kurdistanê divê karta destûrê ji navendên asayişa PYDê derbixin û destûrê bi dayîna 300 lîreyên sûrî bistînin. + +Rêveberiya asayişa PYDê tekez kir ku ";ti kes nabe bê ku destûra wê bistîne ji Rojavayê Kurdistanê derkeve";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- 4 ton alîkarî ku ji parêzgeha Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, di rêya deriyê Til Koçer ê di bin kontrola Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re derbas bûn. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, duh komîteyên wê yên ser deriyê Til Koçerê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de 4 ton alîkariyên bijîşkî û derman wergirtin. + +Ew elîkarî ji aliyê rêxistinên mirovî, kompaniyên dermanan û xelkê bajarê Silêmaniyê hatine şandin. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku alîkariyên di deriyê Til Koçer re derbas bûne wê ji aliyê Heyva Sor a Kurdî û komîteyên ser bi PYDê ve bêne parvekirin. + +PYDê di 26ê cotmeha 2013an de deriyê Til Koçer ji bin kontrola grûpên radîkal derxist û xiste bin kontrola xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê giştî yê Hêzên Parastina Gel ên PKKê Murat Karayilan li ser yeksaliya kuştina her sê jinên endamên PKKê li paytexta Fransa Parîsê, bi beşdarbûna hejmareke mezin ji gerîla axaftineke dirêj pêşkêş kir. + +Karayilan got ";Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û gelê Kurd wê êrîşa li dijî wan kesan li erdê nehîle û hesab bipirse";. + +Murat Karayilan kuştina wan kesan weke komployekê bi nav kir û got ";Destê tarî di wê kuştinê de hene û kesên ku dixwazin gelê Kurd kole û Kurdistanê jî di bin destê xwe de bihêlin, bi wî karê ne mirovane rabûne";. + +Fermandarê HPGê diyar kir ku kesên ku ew her sê jin kuştine heman kesin ku serokê PKK Abdullah Ocalan dane girtin û bi komkujiya Roboskê rabûne. + +Murat Karayilan bal kişande ser helwesta Fransa û got ";Eger Hikûmeta Fransa bixwaze dikare bûyerê aşkere bike";. + +Hevserokê berê yê KCKê Murat Karayilan ew bûyer xistin stûyê NATO û Dewleta Tirkiyê. + +Roja 9/1/2013 her sê jinên endamên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin û heta niha kesên ku bi kuştine nehatine aşkerekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon xwest ku xwest ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) weke nûnerê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî kongreya Cenêv2 bibe. + +BDPê di nameyekê de ku Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û alîkarê Hevserok Nazmî Gur li ser îmze kirine, DBKê li Rojavayê Kurdistanê li hemberî rejîma Baes û komên radîkal ên olî , wek ";rêya sêyemîn"; bi nav dike. + +Di nameyê de wiha hatiye gotin: ";DBK li bakurê Sûriyê yek ji rêxistina herî mezin a polîtîke ku li dijî Qaîde û rejîma Baes radiwest e";. + +DBKê di tîrmeha sala 2012an bi çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û PYDê de hat avakirin, lê ev zêdetirî 8 mehane ENKSê endamtiya xwe di DBKê de rawestandiye û dibêje ku ";PYDê bi navê DBKê biryara dide û naxwaze karê hevbeş ligel ENKSê bike";. + +BDPê behsa rêveberiya demî ya ku PYDê niha li Rojavayê Kurdistanê mijûlî avakirina wê ye kir û got ";Ev rêveberî dikare ji bo Sûriyeke demokratîk û federal wek modeleke rasteqîn û di cih de bê dîtin";. + +Di nameya BDPê de hatiye diyarkirin ku DBKê li hemberî rejîma Baes û grûpên radîkal ên olî rêyeke sêyemîn e û got jî ku ew wek partiya çaremîn a herî mezin li Tirkiyê û piştgiriyeke xurt didin beşdariya DBKê wek nûnera Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di kongreya Cenêv2 de. + +Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon di destpêka vê hefteyê de vexwendin ji welat û grûpên opozîsyonê re şandin ji bo ku tevlî kongreya Cenêv2 bibin ku biryara di 22yê vê mehê bê lidarxistin. + +Lê roja çarşemê Hevserokê PYDê Salih Mislim ji medyaya nêzîkî partiya xwe re ragihand ku ew heta niha ji bo kongreyê nehatine vexwendin. + +Tiştê ku niha zelal bûye ewe ku şanda opozîsyona Sûriyê dê bi serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê ve û Encûmena Niştimanî ya Kurd ku yek ji pêkhateyên wê ye, dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî Cenêv2 bibe. + +Di 24/12/2013 de Encûmena Niştimanî ya Kurd û PYDê li hev kirin ku her kesek ji wan tevlî kongreya Cenêv2 bibe dê bi navê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojahilatê Kurdistanê, ku sala 2006an ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) veqetiya, PDKÎ bi wê tê tohmetbar dike ku di pêvajoya diyaloga yekgirtina digel Partiya Demokrat a Kurdistanê ku ji PDKÎ veqetiyaye, cidî nebûye. Nûnerê PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî jî vê yekê wek propaganda dibîne. +Piştî ku gotûbêjên navbera her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê, PDKÎ û PDKê bo lihevnêzîkbûn û yekbûnê ber bi sarbûnê ve çû, PDKê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û PDKÎ bi wê tohmetbar kir ku di gotûbêjan de cidî nebûye. +PDK di daxuyaniyê de ragihandiye ku destpêkirina diyalogê destpêşxeriya wê bûye lê di civînan de rayedarên PDKÎ li ser her tiştî axifîne lê li ser yekbûnê tiştek negotine û wiha gotiye: ";Em di vê yekê de cidî ne û ji ber wê jî me projeya xwe pêşkêş kiriye, eger PDKÎ jî cidî be divê ew jî projeya xwe eşkere bike."; + +PDKÎ jî projeyek pêşkêş kiribû lê PDK vê yekê qebûl nake, çimkî li gorî wê ev tenê rêkeftina yekgirtina PDKê ya sala 1996an e û PDKÎ tenê ew rêkeftin ji nû nivîsandiye û ew jî wê demê neçar maye binîse ku dîtiye PDK cidî ye û projeya wê heye. +Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku rêkeftina 1996an êdî ti qîmeta wê tine ji ber ku ew rêkeftin bû sedema veqetiyana sala 2006an û rexne li PDKÎ tê kirin ku naveroka projeya xwe baş zelal nekiriye. +PDKê xwastiye ku her du partî bi hev re partiya bi navê Partiya Demokrat a Yekgirtî ava bikin lê helwesta PDKÎ hê jî nîşan dide ku ew PDK bi fermî nas nake. +Li ser vê mijarê, Nûnerê PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, beşdarî bûltena nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê ya Rûdawê TV bû û ragihand, ew daxuyanî tenê propaganda ye ji ber ku heta niha jî di navbera PDKÎ û PDKê de diyalog heye û ew hertim alîgirê yekbûna her du partiyan bûne. +Mihemed Salih Qadirî, diyar kir ku li şûna ku PDK bi daxuyaniyên wiha xwe û raya giştî mijûl bikin bila gavên pratîkî bo yekbûna her du partiyan bavêjin û wiha got: ";Çimkî li gorî me hebûna du partiyan bi yek nav, bi sembolên hevbeş û bi pêgehên hevbeş ne li gorî merc û şertên vî demî ye."; +Qadirî her wiha anî ziman ku ew hêvîdar in ku her du partiyên Rojhilatê Kurdistanî dîsa bibin yek û bi hev re xebatên xwe bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmî re li ser rewşa Iraqê bi taybet Parêzgeha Enbarê civiya. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro (10.01.2014) li devera Selahedîn a Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmanî û şanda pê re kir. +Li gorî nûçeyê, di civînê de ku hinek berpirsên artêşa Iraqê jî amade bûn, Dilêmî behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û parêzgeha Enbarê kir û derheqê hewlên artêşê bo kontrolkirina parêzgeha Enbarê agahî da Barzanî. +Barzanî jî diyar kir ku divê hemû aliyek di şerê li dijî terorê de hevdeng û hevkar bin her wiha bo çareserkirina alozî û qeyrana ku niha li Iraqê çêbûye, divê bi eşîr û hêzên din ên parêzgeha Enbarê re diyalog bê kirin. +Ev çend roj in, li bajarê Romadî û Fellûce yên parêzgeha Enbarê ya Iraqê, di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku wek beşek ji El Qaîdê tê naskirin, bi tundî şer û pevçûn heye. +Li gorî agahiyên dawî, her du bajarên han ketiye bin kontrola çekdarên radîkal. + + +Dihok (Rûdaw)- Deriyê sînorî yê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ku ji roja 26ê Mijara 2013an ve hatibû girtin, roja 5ê Çileya 2014an hat vekirin. + +Herî dawî her du encumenên Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li Hewlêrê li ser vekirina deriyê Sêmalka li hev kirin. + +Deriyê Sêmalka hat vekirin û bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr bûn. + +Derheqê vekirîna derî de endamê komîteya rêveberiya deriyê Sêmalka yê aliyê Rojava, Mehmûd Sefwet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, vekirîna derî dê bibe sedema nemana qaçaxçîtiya mirov ji ber ku dema derî girtibû hinek kesan ev rewş wek derfetekê bikar dihanîn û bi awayekî qaçax mirov ji sînor derbas dikirin. + +Mehmûed Sefwet da zanîn, hinek caran ji kesên ku bi qaçaxî ji Rojava derbasî Başûr dibûn, 400 dolar dihat wergirtin lê heta niha ti kes ji ber vê yekê nehatiye girtin. Li gorî Sefwet, dibe ku hinek pasewanên sînor ev kar kiribin. + +Sefwet her wiha anî ziman ku derî ji bo kesên ku bixwazin bo penabertiyê derbasî Başûr bibin nayê vekirin û eşkere kir, lê yên din dema bixwazin derbas bibin dikarin derbas bibin û ji wan jî serê her mirovekî hezar lîre (7 dolar) tê wergirtin. + +Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabîrê Şewket Berbiharî jî got, kî bixwaze derbasî Başûr bibe yan Rojava bibe ew qet ji wan pere û bacê nastînin. + +Berbiharî anî ziman, yên ku mercên derbasbûnê bi wan re hebe dikarin derbas bibin û pêdiviyên navmalê jî bi xwe re bibin. + +Mêrdîn (Rûdaw/DÎHA) – Tirkiyê nehîşt 10 welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de li bajarê Dêrikê birîndar bibûn, bo dermankirinê derbasî aliyê Bakûr bibin, lewma 4 ji wan birîndaran mirin, rewşa yên din jî giran e. BDPê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da. + +Roja 8ê Çileya îsal 10 welatiyên kurd li bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de birîndar bibûn. + +Rayedarên BDPê hewl dan bo dermankirinê wan birîndaran derbasî aliyê Bakûr bikin lê rayedarên dewleta Tirkiyê nehîştin ji berê jî ew birîndar niha bi derfetkên kêm li Rojava tên dermankirin. + +Li hember vê rewşê, berpirsê BDPê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz nerazîbûn nîşan da û ragihand, bo derbaskirina birîndarên Rojava daxwaz ji waliyê Mêrdînê kirine herwiha Hevserokê KCDê Ehmed Turk jî bo vê yekê bi walî re hevdîtin pêk aniye lê hemû hewlên wan bêencam bûne. + +Reşad Kaymaz eşkere kir ku ji wan birîndaran 4 kesan jiyana xwe ji dest da û got, eger ew birîndarên din jî neyên dermankirin dibe ku ew jî bimirin çimkî rewşa wan giran e. + +Efrîn (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Komela Bihar a dermankirinê dest bi vaksînekirina zarokên sava û biçûk li hember nexweşiya felcbûnê kiriye. + +Ev du roj in li bajarê Efrînê, Komela Biharê zarokên biçûk û sava vaksîne dikin. ev kampanya dê 6 rojan bidome û li nav 300 gundên Efrînê were cîbicîkirin… + +Ev kampanya ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ve hatiye organîzekirin…. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, xortekî din ê Başûrê Kurdistanê ku tevlî komên radîkal ên îslamî bibû li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Li gorî malpera bi navê Dûrbîn ku tê gotin nêzîkî emîrê berê yê koma îslamî ya Ensar el Îslamê Mela Kirêkar e, xortekî bi navê Raber ê bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî rêjîma Sûriyê de hatiye kuştin. + +Li gorî malperê, ew xort tevlî komên radîkal ên îslamî bûye û li deverekî nêzîkî Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Bi vî awayî, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 12 xortên Başûr li nav komên radîkal ên îslamî de li Sûriyê hatine kuştin. + +Li gorî amarên fermî, heta niha nêzîkî 200 xortên Başûr çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne. + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê teqînek pêk hat bêy jy ti ziyanên wê hebin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di binê pira Semta Ofîsê ya Amedê di saetên derdora 21.30 şevê de bi dema Amedê, teqînek pêk hat. + +Di teqînê de ziyan çênebû. + +Piştî teqînê ser û dawiya pirê ji aliyê hêzên polîsa ve hat girtin. + +Li Gor îdiayan polîsan, teqîn bi bombeya dengî çêbûye. + +Piştî teqînê polîs hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, dê îro biçe Îmraliyê. + +Şanda ku ji Wekîlên Koma BDPê Pervin Buldan û Îdrîs Baluken û berpirsê pêvajoya çareseriyê û danûstandinan û Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder pêk tên, dê îro ber bi Îmraliyê birêkeve. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li bendê ye ku şand di saetên pêş de biçe navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê û ji wir biçin girava Îmraliyê. + +Bi serdana îro ve, dê bibe cara 14emîn ku şand diçe Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 7ê kanûna 2013an de çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. + +Ev serdan di demekê de ye ku operasiyonê li dijî hevdu di navbera cemaata Fethullah Gulen û Hikûmeta AKPê didomin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Kurd ê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda derbarê şerê vê dawiyê yê navbera YPGê û grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birakê de, diyar kir ku ew şer bi tenê di xizmeta rejîma Beşar Esed de bû. + +Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye bi alîkariya çend grûpên alîgirên rejîmê ku berî mehekê tevlî rêzên wê bûbûn, operasiyonek li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê ên erebnişîn li başûrê bajarê Qamişlo pêk anîbûn. + +Di wê operasiyonê de, YPGê destpêkê ragihand ku wê bi dehan gund ji bin destê grûpên çekdarî yên radîkal û herwiha bajarokê Til Birakê derxistiye, lê ji nişkê ve di 7ê vê mehê de bidawîhatina operasiyona xwe li her du bajarokan ragihand û şervanên xwe bi temamî vekişandin. + +Ebdilbasit Seyda derbarê wî şerê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye û bêy ku PYDê bi nav dike dibêje ku ew partî berê xort û ciwanan dide kuştinê. + +Di şerê Til Hemîs û Til Birakê de, çekdarên girêdayî Eniya Îslamî û herwiha çekdarên Cebhet el-Nûrsa û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi hev re şerê YPGê dikirin û li gor wan grûpan, bi dehan şervanên YPGê di şer de jiyana xwe ji dest dane û ev yek sedema sereke ya vekişandina YPGê bû. + +Lê YPGê heta vê gavê jî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê Til Hemîs û Til Birakê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine. + +Ebdilbasit Seyda ku berê serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bû û wek kesatiyeke Kurd a çalak di nava opozîsyona Sûriyê de tê naskirin, dibêje ku ";ew şer bi tenê xizmeta rejîmê dike, rejîma ku dixwaze şer di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cizîrê derkeve";. + +Seyda herwiha bêy ku navê PYDê bîne diyar dike ku ";medyaya partiya xapandin û sîtemkar behsa serkeftinên tine dike ku encamên wê dê li ser gelê Kurd û Sûriyê bi giştî gelek xirab bin. + +Seyda rexne li helwesta serkirdeyên Kurd li Sûriyê jî digire û dibêje ku helwesta wan çend pirsan di serê mirov de dihêle. + +Ev cara yekê ye ku YPGê derbasî şerekî dibe û çend navçe û bajarokan kontrol dike û piştre bi aşkere kir xwe vedikişîne û dibêje ku niyeta wê tine bû li bajarokên Til Hemîs û Til Birak ku hemû nişteciyên wê Eerb in bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê bombeke vedayî bi karwana hêzên pêşmerge li gundekî qeza Mexmûrê de teqiya bêy ku ziyanên wê yên canî hebin. Herwiha bombeke din ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat pûçkirin. + +Mulazim Şêrwan Sedqî ji yekîneya 47 a Fermandariya Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê bombeke vedayî bi karwana hêzên pêşmerge li gundê Ruwale yê ser bi nahiyeya Qerac li Mexmûrê teqiya. + +Sidîq diyar kir ku hêzên pêşmerge li wê navçeyê belav bûne û li pey çekdarên ser bi Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên ku ew bombe vedane digere. + +Sidîq bal kişand ku heta niha 2 gumanbar ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine girtin. + +Ev çend mehin çekdarên DAÎŞê li navçeya Qerac a qeza Mexmûrê gefê li xelkê dixwin û beşek ji malên wê navçeyê jî teqandine. + +Berî çend rojan bi ferman Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzekî pêşmerge çû navçeya Qerac ji bo ku jiyana xelkê wê biparêze. + +Duh kemyoneke bombekirî li ser pira nahiyeya Guwêr a ser bi qeza Mexmûrê ve teqiya û di encam de beşek ji pira ku Mexmûr û Mûsilê bi hev re girê dide têkçû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîsê trafîka Silêmaniyê fermana girtina kurekî Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa derxist û daxwaz dike ku biçe li pêşberê dadgehê amade bibe. Kur jî tometên polîs red dike. + +Berdevkê polîsê trafîka Silêmaniyê Merîwan Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva 9/1/2014 li ser rêya Hewarî Şar-Silêmaniyê li nêzîk xala kontrolê ya Dolewrût a trafîkê, otombêlekê yasayên trafîkê binpêkir û guman heye şofêrê otombêlê kurê Newşîrwan Mistefa be. Piştî ku otombêl bi zorê ji xala kontrolê derbas dibe, şofêrê wê xwe ligel şofêrê otomêleke xwe ya din ku li pêşiya wî di xalê derbas bûbû, guhert. + +Ehmed herwiha got ";Kesekî gotiye dev jê biqerin ev kurê yek ji serkirdeyên diyar e û kurê Newşîrwan Mistefa ye. Lê emê wî bibin pêşberê dadgehê daku nasnameya wî kesî bê naskirin û her biryareke yasayî derheqê wî bê dayîn divê pêgirê biryarê bibe";. + +Nima Newşîrwan Mistefa ku yek ji kurên Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorran e, derbarê deketina fermana girtinê wî de ji Rûdawê re got ";Ev axaftin bê esil û esas e";. + +Berdevkê polîsê trafîka Silêmaniyê diyar kir ku ew otombêla ku yasayên trafîkê binpêkirine û li xala kontrolê nesekinî, hatiye desteserkirin û kilaşinkof û demançeyek tê de bû. + +Merîwan Ehmed tekez kir ku navê kurê Newşîrwan Mistefa di dosyeyê de hatiye û divê li pêşberê dadgehê amade bibe û eger amade nebe dê gumanên li ser wî zêdetir bibin. + +Mêdrîn (Rûdaw)- Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku ji 10 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ku di 8ê kanûna 2013an de li rojavayê bajarê Dêrika Hemko di encama teqînekê de birîndar bûn, 4 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Rêxistina BDPê ya Mêrdînê da xuyakirin ku ji ber Walîtiya Mêrdînê bersiva daxwaznameya BPDê ya derbarê dermankirina her 10 hemwelatiyan nedaye, 4 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dane. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz got ";Hevserokê Giştî yê KCDê Ahmet Turk bi Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz û parlamenterê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora jî bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê re hevdîtîn pêk anîne, lê belê tevî van hemû hewldanan destûr nehatiye dayîn ku ew birîndar li Tirkiyeyê bêne dermankirin";. + +Kaymaz diyar kir ku her çar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane navê wiha ne: Nîhad Siyamend Xelîl, Gulistan Silêman Xelîl, Egîd Ehmed Ekrem û Ekrem Omer Hecî. + +Kaymaz aşkere kir ku hîn jî rewşa birîndarên bi navê Mezlûm Reşad Elî, Nevîrez Asir, Mihemed Şerîf Îsmaîl, Remazan Mihemed Elo, Sîrac Mihemed û Debessan Yeqûb Corc giran e. + +Hevserokê rêxistina BDPê ya Mêrdînê herwiha got ";Tirkiyê hewl dide rejîma Esed û Rojavayiyan bi hevdu bide şerkirin. Dixwaze kesên birîndar di deriyê sînor ê di bin kontrola hêzên Esad re derbas bike. Şerê di navbera AKP-Cemaatê de polîtîkaya hikûmeta AKPê ya li hember Rojava guhert. Em wek kurdên Bakur timî ligel gelê xwe yê Rojava ne";. + +Riha (Rûdaw)- Li parêzgeha Riha yê Bakurê Kurdistanê jina 4 mehe ducanî ye ji aliyê hevserê xwe ve bi 10 kêran hat kuştin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li gundê Seksenorenê yê navenda Rihayê, jina 33 salî Zehra Algin şeva borî ji aliyê hevserê xwe Ubeyid Algin ve bi kêran hat kuştin. + +Hevser Ubeyid 10 kêr li laşê hevsera xwe xistine û bi kêran ew kuşt. + +Zehra a 4 mehe ducanî ye ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê. + +Algin tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da. + +Hevserê Zehra Ubeyid Algin jî ji aliyê hêzên polîs ve hat binçavkirin. + +Wan (Rûdaw)- Li herêmê tevî ku bihayê êm û ka timî zêde dibe, bihayên sewalan her diçe dadikeve. Sewalvan ku ji vê rewşê bi gilî û gazincin xwestin tedbîrên pêwîst bên girtin û piştgiriya wan bê kirin. + +Li gor raporta DÎHAyê, heta dawiya salên 80yî li Tirkiyê ji sedî 50 pêdiviya şîr û goşt ku ji herêmê dihat, di encama siyaseta valakirina gundan de ev ast daket ji sedî 10an. + +Gundiyên ji neçarî gundên xwe berdane li metropolan ku mîna koleyan dihatin xebitandin ên li herêmê û bi sewalvaniyê debara xwe dikirin jî di bajaran de asê man. Hemwelatiyên dixwazin debara xwe bi sewalvaniyê bikin, ji ber bihayê sewalan ê kêm û bihabûna êm û ka bi gilî û gazinc in. + +";Dewlet mîna em nîn in tevdigere"; + +Hemwelatiyê bi navê Cahfer Tîmur (53) ê li Taxa Meydan a Wanê debara xwe bi sewalvaniyê dike diyar kir ku di sala 1993yan de li gundê Akkuş ê Colemêrgê mal û sewalên wî ji aliyê dewletê ve hat talankirin û bi darê zorê yê dewletê ji gund hatin derxistin. + +Timur got ";Dewlet rojekê hat mal û mulkê me hilweşand û em şandin sirgûnê. Niha jî mîna em nînin tevdigere. Lê belê em hene û em dixwazin sewalvaniya ku ji bapîrê me ji me re maye bikin. Ji ber vê divê alîkariya pêwîst a di vê mijarê de bidin me";. + +";Ez sewalên xwe di kon de xwedî dikim"; + +Hemwelatiyê bi navê Îhsan Okur (45) ê bavê 5 zarokan jî pirsgirêkên xwe anî ziman û wiha axivî: ";Mîhên ez difiroşim, bila mesrefa min û malbatê li cihekî bimîne mesrefa xwe jî dernaxin. Dewletê di sala 1994an de em koçber kirin. Her tiştên me talan kir û em ji gund derxistin";. + +Okur diyar kir ku dewlet bi qasî tê xwestin piştgiriyê nade cotkariyê jî û got ";Ez niha jî cotkariyê dikim, lê belê ji ber dewlet derfetan ji cotkariyê re çênake em pir zehmetiyan dikişînin. Berî niha bi 2 salan di her du erdhejên mezin de axurê min xera bûn. 3 zivistanên ez sewalên xwe di hundirê kon de xwedî dikim. Herî kêm bila axurekî ji bo sewalên min çêbikin";. + +";Em çi bikin?"; + +Hemwelatiyê bi navê Abdulhakîm Şahen (56) jî diyar kir ku her diçe bihayê firotina sewalan dikeve û wiha got: ";Pir mixabin dewlet di her rewşê de jî piştgiriyê nade. Berî niha bi çend rojan rayedaran gotin 'Wê axurên we yên di nav bajêr de bên rakirin.' Gelo em çi bikin?";. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê hikûmeteke bingeh fereh û bi beşdariya hemû aliyên siyasî be + +Li gor malpera fermî ya Srokatiya Herêma Kurdistanê, îro (11.01.2014) Serok Barzanî ligel konsulên giştî û nûner û berpirsên nivîsgehên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê civiya + +Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî ya navxwe li Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta herêmê kir + +Barzanî eşkere kir ku hikûmeta nû dê hikûmeteke bingeh fereh be û hemû aliyên siyasî tê de beşdarin + +Herwiha Serok Barzanî balkişand ku ";Armanca hikûmeta nû dê pêşxistina aramî, seqamgirî û xizmetguzariyê ji bo hemwelatiyan be"; + +Ligel ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nêzîkî 4 meh e bidawî bûye lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin, tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinan de ji hemû partiyên din zêdetir deng aniye, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna hikûmetê erkdar kiriye + +Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, divê Serokê Herêma Kurdistanê namzedê serokwezîriyê bo avakirina hikûmetê erkdar bike û namzedê serokwezîriyê jî divê di nav 30 rojan de hikûmetê pêk bîne lê heta niha Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî ti kes bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekiriye + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê (TGC) Alî Haydar Gozlu, roja 10ê Çile ku hersal wek Roja Rojnamevanên Dixebitin tê pîrozkirin, li rojnamevanan pîroz kir û ji Rûdawê re daxuyand ku tevliheviyên dawî yên di siyasetê de diqewimin bandoreke neyînî li rojnamevaniyê dike. Gozlu got ku rojnamevanên girtî ne, divê serbest bên berdan û vegerin ser karê xwe. + +Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê (TGC) Alî Haydar Gozlu got ku li Tirkiyê û li herêmê azadiya derbirîna ramanê û çapemeniyê her diçe ber bi paş ve diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Bi taybetî tevliheviya ku di van demên dawî de li siyasetê de rû dide, bandora xwe li demokrasî û hiqûqê dike. Dema di demokrasî û hiqûqê de paşkeftin çêdibe, ev yek bandorê li rojnamevaniyê dike, bandorê azadiya derbirîna ramanê dike."; +Gozlu got; ";Li Tirkiyê di warê mafên sendîkal, ewlehî û bîmeya civakî de niha rojnamevanî ber bi paş ve diçe."; +Wî rojnamevanê kurd anî ziman ku rojnamevanên ku alîgiriyê nakin rastî pêkutiyan tên û wiha berdewam kir: ";Li hemberî tiştên diqewimin, rojnamevanên bêalî û serbixwe, rastî zextan tên. Zêdebûna dozên ku li hemberî rojnamevanan tên vekirin, binçavkirin û girtin karîgeriyeke neyînî li ser rojnamevan û pîşeya rojnamevaniyê çêdike."; +Serokê Civata Rojnamevanên Dêrsîmê Alî Haydar Gozlu wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: ";Bi hêviya Tirkiyeya ku tê de demokrasî û hiqûq nayê binpêkirin û bi hêviya ku dema rojnamevan dixebitin, karê xwe dikin rastî ti astengî û fişarek neyên; 10yê Çileyî Roja Rojnamevanên Dixebitin pîroz dikim."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di navbera gundiyên ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan û hêzên artêşa Tirkiyê de alozî derket. + +Li gorî DÎHAyê, îro (11.01.2014) danê sibê gundiyên Roboskiyê bo kirrîna pêdiviyên xwe û dabînkirina debara jiyana xwe mîna her car derbasî Herêma Kurdistanê bûn. + +Li gorî agahiyan, lê danê êvarê dema gundî vegeriyan li ser sînor rastî astengiya hêzên tirk hatin. Hêzên tirk bi hêceta ku tiştên qaçax kirrîne û qaçaxçîtiyê dikin, dest danîn ser tişt û hêstir û hespên wan lê ev yek rastî nerazîbûna gundiyan hat. + +Ji ber wê jî leşkeran bi gaza bîberê êrişî gundiyan kir. + +Li gorî agahiyên dawî, hat zanîn gundiyan tiştên xwe ji leşkeran standine û vegeriyane gundê xwe û alozî jî bidawî bûye. + +Amed (Rûdaw/AA)- Serokê Baroya Amedê Tahir Elçîdi Konferansa Mafê Mirov a ku li bajêr dewam dike dediyar kir ku li Tirkiyê ji ber derbeyan û rêveberiya awartemafên mirovan gellek caran hatine binpêkirin. + +Elçî di konferansa ku ji aliyê Baroya Amedê ve hatlidarxistin de xeberda û destnîşan kir ku ji ber kuştinên kiryar nediyar û îşkenceyancivakgellekî êşiyaye û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çawa kuxebat tên kirin divêji bo kudi nav civakê de jî edalet bi cih bibe xebatên wisa lazim in. Xizm û mirovên wan kesên ku bi destê wezîfedarên dewletê ve hatin kuştin yan jî winda ne gellek mexdûr in. Lê nasnameya kujeran heta niha nehatiye eşkerekirin. Ev kesên mexdûr bi salan e ji bo ku edalet bi cih bê têdikoşin."; + +Elçî anî ziman ku li gor amarên fermî di şer û pevçûnên ku 30 salan dirêj kir de 50 hezar kes miriye. Li gor lêkolîna rêxistinên mafên mirovan 3 hezar û 500, li gor Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê jî 2 hezar 663 gund û wargeh bi zorê hatine valakirin û herî kêm3 milyon kes ji ber vê rewşê mexdûr bûne. + +Serokê Baroya Amedê her wiha eşkere kir ku bi tenê li Dozgeriya Taybet a Amedê ji 10 hezarî zêdetir dosyayên kiryar nediyar hene û li benda zelalbûnê ne. Tê zanîn ku ji hezarî jî zêdetir kes hê jî winda ne. + +Konferansa ku dê du rojan dom bike, di bin rêveberiya berpirsê fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê Prof. Turgut Tarhanli berdewam dike. + +Qamişlo(Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, çalakvanên xort ji bo belavkirina aştî, lêborîn û azadiyê navendek bi navê Mala Mandela vekirin. + +Damezrênerên vê navendê dibêjin ku ew dixawzin rewşenbîriya pêkvejiyanê di nava xelkê de belav bikin, herwiha ragihandin ku ew dê li ser pirensîpên aştî, lêborîn û azadiyê karê xwe di Mala Mandela de bikin. + +Herwiha çalakvanên endamên Mala Mandêla eşkere kirin ku ew dixwazin xewna Mandela di pêkvejiyana aştiyane li Qamişlo pêk bînin, lewma hemû saziyên civaka sivîl dikarin karên xwe li wê malê bikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo di merasîma vekirina Mala Mandela de amadebû û ev raport ji bo hogirên Rûdawê amade kir... + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku melayê bi navê Elî Kelek ê devera Kelekê ya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, li ser ekrana Rûdaw TV û bi awayekî zindî mîza xwe vexwar û bername terikand, hinek alîgirên wî wek piştgiriya wî li hember avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kom bûn. + +Îşev li ber avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, aloziyek sosret derket. Komek kesên ku xwe wek alîgirên mela Elî Kelek ê ku di bernameya Legel Ranj a Rûdaw TV de mîza xwe vexwar, dan nasîn li ber avahiya giştî ya Rûdawê kom bûn û piştevaniya xwe ji mela Elî Kelek re nîşan dan. + +Li ser vê yekê, hêzên polîs û asayişa Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê û rewş kontrol kirin. + +Di bernameya îşev a Legel Ranj de, ku her hefte roja şemiyê bi awayekî zindî li Rûdaw TV tê pexşkirin, mela Elî Kelek û melayekî dijberî wî mela Mezher, berdevkê wezareta tenduristiyê Xalis Qadir û pijîşkê pisporê derûnî Rêdar Mihemed Emîn beşdar bibûn. + +Mela Elî Kelek di dema terikandina bernameyê de + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro serê sibehê bombek li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê teqiya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê ragihand ku teqîn saet 8.15 deqe bi dema Hewlêrê di rêya bombeyeke vedayî re pêk hat dema ku efserê di Wezareta Pêşmerge de emîd Bextyar Fayiq dixwest biçe dewama xwe. + +Emîd Bextyar di lingê xwe yê çepê de birîndar bûye û ti ziyanên din ên canî di encama teqînê de tine bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku hêzên asayişê niha lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û heta niha tiştek aşkere nekirine, bi tenê gotine ku ev teqîn dişibe teqînên berê yên Silêmaniyê. + +Roja 2/12/2013 du bombe li du cihên cuda bi du otombêlên Wezareta Pêşmerge de teqiyan û du efeserên Wezareta Pêşmerge bi pileya emîd birîndar bûn. + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kêm roj hene ku nûçeya kuştina kesekî li Herêma Kurdistanê belav nebe. Lê nûçeyekê bêhtir deng veda û bû cihê balkêşiyê, ew jî kuştina nav malbatekê bû. Çendîn manşetên derbarê kuştinên vê dawiyê wiha bûn: ";Xortekî tevaya malbata xwe kuşt";, ";Bavekî kurê xwe kuşt";, ";Xortekî di xew de bavê xwe kuşt";. + +Mamosteyê civaknasiyê li zanîngeha Selahedînê, Zana Ehmed Pîr Dawid, derbarê sedemên zêdebûna bûyerên kuştinê di nav civakê de ji Rûdawê re got: "Gellek hokar hene ji bo zêdebûna haletên kuştinê di nav malbatan de. Yek ji wan zêdebûna hejmara niştecihan e, ku guhertineke civakî bi ser xelkê de aniye. Sedemên din pêşketina teknolojiyê û koçberî ye. Ev hemû dibin sedema guhertinên mezin ku rêjeya tawanan jî zêde dikin. Herwiha pêwendiyên civakî jî lawaz bûne. Çiqasî jî lawaz bibin, rêjeya tawanê jî bêhtir dibe." + +Li gor gotarbêjê mizgefta Rehme li Hewlêrê, sedemeke din ya zêdebûna kuştina mirovan heye. Mele Idrîs Kerîm kuştina nav malbatê vedigerînê "netirsiya ji Xwedê" û dibêje: "Ew kesê dîndar ti carê destê wî li kuştina kesekî nagerê, lewma kuştin bêguman bêolî ye." Di yasaya ceza ya Iraqê de ew kesê ku bi mebest kesekî bikuje, jê re girantirîn ceza hatiye destnîşankirin, ew jî darvekirine. + +Bi hêsanî bidestxistina çekan li Herêma Kurdistanê wekî sedemeke din ji bo hejmara zêde ya kuştinan tê dîtin. Li Herêma Kurdistanê her kes dikare çekan peyda bike û bikirre. Zana Ehmed dibêje "pirraniya tawanan bi sedema bêhntengiyê ne. Dema ku çek nebe, awayê tawanê tê guhertin û dibe ku ew kes hinekî li hev bidin û bi dawî bibe." + +"Bavê min birayê min kuşt û em vehesandin" +Xortekî ku birayê wî bi destê bavê wî hatiye kuştin, behsa bûyerê dike: "Birayê min pirr caran serxweş û deyndar bû. Xwediyên deynan dihatin ser me. Kuştina wî bûyereke pirr nexweş bû, lê mirina wî jî em vehesandin." + +Di zindanan de Rûdaw rastî gellek çîrokên sosret û dûrî aqilan hat, ji wan jî çîrokên çend kesên ku destên wan têvlî xwîn û kuştina mirovên wan bûne. Lê çîroka herî sosret ya zidaniyekî bû ku bavê xwe bi destê xwe kuştibû. Wî kesî ji Rudawê re got di dema xwe de bavê wî bi xwe jî bavê xwe kuştibû. Bi vî şêwazî kevneşopiya kuştina bavê bi destê kur, ji bav û bapîr gihişt kurê ku niha di zindanê de ye û li gor yasaya Iraqê cezayê wî darvekirin e. + + +Xoşewî Mihemmed + +Moskow (Rûdaw) -Yek ji radyoyên navdar li cîhanê radyoya Dengê Rûsyayê ye, ku beriya 84 salan di 29.10.1929ê de li Moskowaya paytexta Rûsyayê bi navê radyoya ";Moskowa Navneteweyî"; bi zimanê rûsî dest bi weşanê kir. Piştre navê wê veguherî radyoya Dengê Rûsyayê û beşên almanî, frensî û îngilîzî tê de hatin vekirin. Îro ev radyo bi 40 zimanên biyanî bernameyên xwe li ser pêla kurt û pêla FM diweşîne, ku zimanê kurdî yek ji wan zimanan e û ji sala 2008ê ve tê weşandin. + +Karmendên beşê kurdî yê radyoyê, ku ji Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Qafqasyayê pêk tên, bi ser de jî hinek karmendên rûsî, wê roja ku Rûdawê serdana wan kir, mijûlê wergêran û amadekirina bernameyan bûn. Li tenişt kompyûterên wan ala Kurdistanê li kêleka ala Rûsyayê danîbûn û li nav studyoya radyoyê jî aleke Kurdistanê hatibû daleqandin. Serperişt û karmendên vê radyoyê kesek ji wan ne derçûyê beşê ragihandinê ye lê ji karê xwe hez dikin û ji bo zimanê kurdî bê westan kar dikin. + +Colya Seîd pispora dîrokê ye. Serpeyiştiyara beşê kurdî ye li radyoya Dengê Rûsyayê ye û jineke rûsî ye. Lê hevserê wê Kurd e, lewma bi kurdiyeke baş dipeyive û carnan jî gotinên rûsî tevlî dike. + +Colya derbarê naveroka weşana radyoyê de got ku ev radyo, radyoya fermî ya hikûmeta Rûsiyayê ye, lewma siyaseta hikûmeta Rûsiyayê diweşîne û belav dike. + +Colya behsa beşê zimanê kurdî kir, ku di 19.05.2008an de kete kar û heta niha rojane yek demjimêrê, ji seet 19.00 heta 20.00ê êvarê bi dema Moskowê bernameyan diweşîne. Heman weşan roja din jî ji demjimêr 11.00 heta 12.00ê nîvro dûbare dibe. Lê pirraniya zimanên din jî li vê radyoyê destpêkê wiha destpê kirin. Beşê erebî di meha Tebaxa 1943ê de bi 3 karmendan kete kar û tenê nîv demjimêrê weşana wê hebû. + +Îro ev radyo bi giştî 450 bernameyên wê yên rengereng yên siyasî, rewşenbîrî, çandî, dîrokî û aborî pêşkêş dike. Beşê kurdî ji aliyê peydakirina karmendan ve xwedî gellek kêşeyên e. Colya dibêje "Em hewl didin peyamnêrên xwe zêde bikin. Em bernameyên xwe tenê bi şêwezarê kurmancî belav dikin, ji ber yên li vê derê kar dikin hemû hilgirên rêgeznameyên rûsî ne. Heta niha kesek bi dest me neketiye ku bi şêwezarên din zanibe û rêgeznameya wî ya rûsî hebe." + +Mistefa Sîno li beşa kurdî ya vê radyoyê bêjer û wergêr e. Wî behsa girîngiya vekirina beşa kurdî kir ku bi baweriya wî "wateya wê yekê ewe ku faktoreke girîng e li Rojhilata Navîn, eger berê bêhtir kêşeyên Ereban berçav bûn, îro pirsa kurdî bûye pirseke girîng û cihê guhdana welatên derve. Rûsya jî yek ji wan welatên destbilind ên cîhanê ye, rol û bandora wê li ser kêşeyên Rojhilata Navîn hene. Kurd neteweyek mezin in li Rojhilata Navîn. Rûsiya jî berjewendiyên xwe yên niha û siberojê li ber çavên xwe digire. Rol û pêgeha Kurdan jî dibîne li navçeyê. Lewma dixwaze bi zimanê kurdî ligel Kurdan biaxife." + +Derbarê wan kesên ku li beşê kurdî yê vê radyoyê kar dikin, Mistefa Sîno dibêje: "Ew karmendên ku di vî beşî de kar dikin Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne. Herwiha Kurdên Rûsyayê jî tê de hene. Rûs jî tê de ne lê bi zimanê kurdî dizanin. Di destpêka vekirina beşê kurdî de kêşeya me ya sereke kêmbûn û nebûna kesên pispor û şareza bû di warê medyayî û zimanî de. Lê piştî 5 salên kar, me ezmûn û şarezahî peyda kir û em ji berê baştir in." + +Li beşê kurdî yê vê radyoyê 2 celebên programan hene. Yek ji wan navendî ye û ji aliyê rêveberiya radyoyê ve bi zimanê rûsî ji bo wan tê şandin. Celebê din jî ewe ku ew bi xwe amade dikin. + +Mistefa Sîno derbarê pêwendiyan ligel medyaya Başûrê Kurdistanê wiha diaxive: "Mixabin heta niha pêwendiyên me nînin. Çend caran rojnamevanên ji Başûr hatin jevpeyvîn çêkirin lê mixabin ti pêwendiyên me yên fermî ligel ti dezgeha ragihandinê ya kurdî nîne. Tevî ku gellekî pêwîst e û em dixwazin pêwendî di navbera me de pêk bên, ji ber bûna dezgeheke ragihandinê bi zimanê kurdî li derveyî Kurdistanê pirr girîng e." + +Sîno dozê li Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku pêwendiyan ligel radyoya Dengê Rûsyayê pêk bîne, ji bo pêşxistina beşê zimanê kurdî. + +Her di vî warî de Kamîz Şedadî jî ku wergêr û pêşkêşkar e, dibêje yek ji kêmasiyên wan kêmbûna peyamnêran e li bajar û navçeyên cuda yên Kurdistanê: "Li Başûrê Kurdistanê tenê li Silêmaniyê peyamnêrê me heye. Li Bakurê Kurdistanê jî tenê li Amedê heye. +Kêmasiyeke me ya din heye ew jî ewe ku bernameyên me tenê bi şêwezarê kurmancî pêşkêş dibin. Êdî kêşeya me ya sereke wergerandin e, ji ber zimanê kurdî heta niha nebûye zimanekî standard û yekbûyî. Lewma her wergêrek li gor nêrîna xwe dide xuyanê." + +Kamîz derbarê ragirtina weşana radyoya wan bi rêya Zagros tv got "Radyoya me niha li ser şepola kurt weşanê dike. Çend salan li Herêma Kurdistanê bi FM belav dibû li ser Zagros tv. Mixabin ev 2 salên ku girêbest di navbera me û Zagros tv de hebû, ji aliyê Zagros tv ve nehat dirêjkirin." + +Karîna Fetîshanî jî Kurda Gurcistanê ye û li Moskowayê niştecih bûye. Karmendeke din ya vî beşî jî ev 5 sal in wekî derhêner û pêşkêşkar kar dike. Karîna koleja bijîşkî bi dawî kiriye û bijîşka zarokan e. Lê ew dibêje di temenê xortanî û xwendina zanîngehê de li kêleka xwendina xwe mijûlî karê rêxistinên civaka sivîl û karê ragihandinê bûye. Karîna wiha dewam dike: "Ew kêşeyên ku hatine serê neteweya kurd û jina kurd, bûne handera sereke da ku li kêleka xwendina xwe ya bijîşkî, di warê medya û karê rêxistinî de çalak bim. Sala 2008ê jî dema ku beşê kurdî vebû, hatim vê derê da ku xizmeteke biçûk pêşkêşî vî gelî bikim." + +Bayram Şekerê ji Bakurê Kurdistanê ku endazyarê avahiyan e û bêjerê radyoyê ye, niştecihê Moskowê ye. Ew wiha behsa karê xwe dike: "Ez li vê derê bernameyeke bi navê Panoramaya Kurdî amade û pêşkêş dikim. Ev bername di hefteyekê de 3 caran pêşkêş dibe. Di vê bernameyê de nûçe û babetên li ser Kurd û Kurdistanê li rojname, kovar û malperên kurdî û biyanî belavbûbin, digihînim guhdaran." + +Herwiha Bayram dibêje ku Rûdaw ji bo nûçe û zanyariyan yek ji jêderên ku di pirraniya bernameya xwe de sûdê jê werdigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava heftiyekê de 4 xortên Başûrê Kurdistanê di şerê ku ev nêzîkî 3 salane li Sûriyê didome, hat kuştin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ciwanekî din ê xelkê bajarê Helebce bi navê Merwan Salih Qadir yê 20 salî li nêzîk bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat kuştin. + +Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê bi alîkariya çend grûpên ku alîgirên rejîma Sûriyê bûn û vê dawiyê tevlî YPGê bûn, operasiyonek li navçeyên derdora bajarokê Til Birak û Til Hemîs ên li başûrê Qamişlo ku pêk anîn. + +Di encama şerê li wan navçeyên ku di bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), Cebhet el-Nusra û Eniya Îslamî de ne, YPGê Til Birak û çend navçeyên din li derdora wê kontrol kirin, lê di 7ê vê mehê de û piştî ku bi dehan şervanên wê di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji wan navçe û bajarokê vekişiyan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, gelek xortên ku ji Başûrê Kurdistanê bi mebesta ";cîhadê"; çûne Sûriyê, tevlî şerê li dijî YPGê bûne û herî dawî di xortên bi navê Merwan Salih Qadir hatiye kuştin. + +Merwan ku xwendekarê pola 10 bû, berî 9 mehan dev ji xwendinê brda û li Sûriyê têkilî bi DAÎŞê re danî û tevlî wan bû. + +Çavkaniyekê nêzîkî malbata Merwan ji Rûdawê ragihand ku Merwan roja înê di şerekî de li nêzîk bajarê Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin. + +Roja înê jî, xortekî din ê Helebce bi navê Raber di şerê li başûrê bajarê Qamişlo de hat kuştin. + +Bi vî awayî, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha 15 xortên Başûr li nav komên radîkal ên îslamî de li Sûriyê hatine kuştin. + +Li gorî amarên fermî, heta niha nêzîkî 200 xortên Başûr çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Îranê dike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda YNKê ji Cêgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih û endama Polîtbîroya YNKê û hevjîna Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed pêk tê. + +Şanda YNKê ku li ser vexwendina fermî ya rayedarên Îranê serdana Tehranê dike, dê rewşa navxwe ya YNKê û rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê ligel rayedarên Îranê gotûbêj bike. + + + +Dîlok (Rûdaw)- Li Dîlokê muzîkjenê heremî yê bi navê Tahîr Ozmen ji ber ku strana kurdî digot, bi îdîaya ku ";propagandaya rêxistinê kiriye"; doz lê hat vekirin. + + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê doz hunermend Tahîr Ozmen bi îdîaya ";propaganda rêxistinê kiriye"; hat vekirin. + + +Piştî doz hat vekirin rûniştina yekemîn di 9ê çileyê de li 4emîn dadgeha cezaya giran a Dîlokê hat dîtin. + + +Ozmen derbarê vê mijarê de diyar kir ku ji bilî wî 6 hemwelatiyên din jî ji heman dozê tên darizandin û wiha got: ";Ji ber ez stranê kurdî dibêjim çend caran Rêveberiya Polîsan a Edeneyê ji bo îfadedayînê bang li min dikir";. + + +Ozmen destnîşan kir ku tundiyeke mezin li ser wan tê meşandin û wiha pêde çû: ";Doz ji ber delîlek tinebû bo 14ê sibatê hat paşxistin. Dê ev car doz li 10emîn dadgeha cezayên giran a Edeneyê bê dîtin";. + + +Ozmen herwiha got ";Ev rewş nayê qebûlkirin. Hûnê çawa bi gelê me re bi awayeke aştiyane bijîn. Hûnê bi van siyasetên qirêj aştiyê pêk bînin";. + + +Ozmen diyar kir ku ev ne cara yekeme ku ji bo stranên kurdî doz lê hatiye vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ";Bi taybetî ji bo ku min di şahiyên BDPê de stranan digotin lêpirsîn l imin dihat vekirin. Çi dikin bila bikin lê belê nikarin min jî rêya min derxînin";. + + +Sêrt (Rûdaw)- Jina bi navê Kader Ertan ku hêj 12 salî bû hatibû zewicandin û 13 salî bû dayik, di 14 saliya xwe de li malê kuştî hat dîtin. +Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Berwarî ya Sêrtê jina 14 salî Kader Erten li malê kuştî hat dîtin. +Kader Ertan a 14 salî di sala 2011an de li navçeya Şaxê ya Wanê bi destûra malbatê bi Mehmet Atak re zewicnadin. +Kader Ertan a di 27ê Tîrmeha 2000an de ji dayik bû, li Gundê Dugumculer yê Dihê hat zewicandin. +Kader di 13 salî de bû dayik û piştî salek şûnde ji zaroka xwe ya duyemîn 2 canî bû. +Bi zaroka xwe ya 7 mehî ve bi jiyanê ve hat girêdan. Kader, piştî zaroka xwe ya duyemîn anî dinê li odeyê kuştî hat dîtin. +Piştî ku cenazeyê Kader birin Saziya Bijîşka Dadê ya Amedê, Dozgerê Komarê yê Dihê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. +Dozger serî li xizmên hevserê Kader Erten da. Malbata Hevser Mehmet Atak jî îdîa kirin ku ";Kader xwe kuştiye";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku merca yekem a serkeftina welatekî, hebûna darazek serbixwe û bêalî ye. Barzanî her wiha ragihand, nabe ti karîgeriyekî rêjîma berê ya Iraqê li ser daraz û dadgehê hebe. + +Îro (12.01.2014) endamên nû yên encumena dadweriya Herêma Kurdistanê li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li devera Selaehdîn a Hewlêrê sond xwarin. + +Di merasima sondxwarinê de, Barzanî axaftinek kir û diyar kir, divê daraz û dadgeh serbixwe û bêalî bin û qanûn hertim li ser hemû tiştekî re be û wiha got: ";Çimkî yekem merca serkeftina her welatekî hebûna daraz û dadgehên serbixwe ye."; + +Barzanî her wiha piştgiriya xwe bo sazî û navendên darazê yên Herêma Kurdistanê nîşan da û ji hemû hêz û aliyan xwast, bi tevahî piştevaniya dadgeh û darazê bikin da ku bêtirs û bêalî karên xwe bikin û navbe ti karîgeriyek rêjîma berê ya Iraqê li ser darazê hebe. + +Endamên nû yên encumena dadweriya Herêma Kurdistanê yên îro sond xwarin, wiha ne: Ebdula Elî Ehmed Şerefanî,Elî Ehmed Îbrahîm, Elî Ewla Ehmed û Serwer Zirar Reşîd. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li taxa Kornîsê ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 3 topên hawanê teqiyan û di bûyerê de kesek birîndar bû. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro dora saet 5ê êvarê bi dema Qamişlo, 3 topên hawanê li taxa Kornîş li başûrê rojavayê Qamişlo ketin ku hawana yekem li xaniyekî ku ti kes tê de nebû ket û 2 odeyên xanî bi temamî hatin têkdan. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her du hawanên din jî li nêzîkavahiya şaredariya taxa Kornîş a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ketin û di encam de kesek ku di cadeyê re derbas dibû, birîndar bû. + +Li gorî zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, derdora cihê êrîşê ji aliyê asayişa PYDê û hêzên rejîmê ve hat dorpêçkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku heta niha nayê zanîn ka ew hawan ji kuderê û ji aliyê kê ve hatine avêtin. + +Di 9ê vê mehê de çekdarên îslamî yên ku bajarokên Til Hemîs û Til Birakê li başûrê Qamişlo ji bin kontrola YPGê derxistin û car din xistine bin kontrola xwe, agehdarî dan hemwelatiyên sivîl li bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo ku nêzîkî navendên leşkerî yên rejîmê û PYDê nebin û gotin ku ewê wan navendan bikin armanca xwe. + +Çariyekî piştî êrişa îro, hêzên rejîmê yên li Fewca 154 li başûrê Qamişlo, bajarokê Til Hemîsê û navçeyên derdora wê dan ber topan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Amedê piştî 20 salan û bi mebesta lêkolînê, biryara vekirina gorrên 43 gundiyên Şirnexê yên ku di encama bombardimana balafirên Tirkiyê de hatibûn kuştin, da. + +Roja 26ê Adara 1994an, balafirên şerî yên artêşa Tirkiyê bi hêceta ku terorîst in, gundên Kûşkonar û Koçagilli yên Şirnexê dan ber bombeyan û di encamê de 43 kes hatin kuştin lê ew gundî heta niha jî di amarên fermî de ";zindî"; tên zanîn. + +Li gorî DÎHAyê, Dozgeriya Amedê ku ji sala 2006an vê dosyayê dişopîne, biryar da gorrên 25 gundiyên gundê Kûşkonarê bo lêkolînê were vekirin û hat gotin, dema rewşa hewayê baş bû dê gorrên wan were vekirin, çimkî ev 20 sal bû dihat gotin ku ew devera ku gundî lê hatine kuştin ";devera terorê"; ye lewma ti lêkolîn li cihê bûyerê nedihat kirin. + +Derheqê dosyayê û biryara dozgeriya Amedê de, parêzerê dosyayê û serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir ku dadgehê biryar daye lêkolîn û lêpirsînên derheqê bûyerê de bi awayekî veşartî bê kirin lê ew dê li dijî vê biryarê bertekê nîşan bidin. + +Elçî, ragihand ku biryara vekirina goristanê hatiye dayîn ji ber wê jî dê têstên DNA bên kirin û bi vî awayî piştî 20 salan ew miriyên ku heta niha jî li gorî amarên fermî zindî ne, dê bi fermî wek mirî bên qebûlkirin û navên wan were jêbirin. + +Beriya niha jî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, di dosyaya gundên Kûşkonar û Koçagilli yên Şirnexê de Tirkiyê bi dayîna 2 milyon û 305 hezar euro cezayê pere mehkûm kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw/Milliyet) – Li gorî encamên rapirsiya dawî ya derheqê hilbijartinên şaredariyan li bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê BDP û AKPê di hevrikiyek tund de ne. + +Şîrketa lêkolîn û rapirsiyan a bi navê ORCê, encamên rapirsiya xwe ya herî nû derheqê hilbijartinên herîmê yîn Tirkiyê li 5 bajarên serekî yên Bakûrê Kurdistanê eşkere kir. + +Di rapirsiyê de ev pirs hatiye pirsîn: Di hilbijartinên şaredariyên bajarên mezin de tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê? + +Li gorî encamên rapirsiyê ku di navbera 2-8ê Çileya 2014an hatiye sazkirin, li bajarê Amedê ji 3 hezar kesên ku tevlî rapirsiyê bûne, 44.0% jê dengên xwe dane BDPê, 39.7% dengên xwe dane AKPê, CHPê 3.9% deng bidest xistiye û partiyên din jî 5.9% bidest anîne û yên ku nezanîne dengên xwe bidin kîjan partiyê (yên dudil) jî 6.5% bûye. + +Li bajarê Mêrdînê hezar û 900 bersiva pirsên rapirsiyê dane û encamên wê wiha ne: +BDP: 38.2%, AKP: 36.0% CHP:11.0%, yên din: 5.4% yên dudil: 9.4%. + +Li bajarê Rihayê jî ku 2 hezar û 500 kes tevlî rapirsiyê bûne, encam wiha ye: +AKP: 42.7%, BDP: 30.5%, CHP: 7.9%, SP (Partiya Seadet): 4.0%, yên din: 4.2%, yên dudil: 10.7%. + +Li bajarê Meletiyê jî ku 2 hezar û 720 kesan bersiva pirsên rapirsiyê dane, rêjeya dengan bi vî awayî ye: +AKP: 45.0%,CHP: 28.3%, MHP: 13.0%, yên din: 5.5%, yên dudil: 8.2%. + +Li bajarê Dîlokê jî ku 2 hezar û 650 kes beşdarî rapirsiyê bûne, encam wiha ye: +AKP: 43.6%, CHP: 32.0%, MHP: 12.5%, yên din: 3.5%, yên dudil: 8.4% + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tên lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Li Rojavayê Kurdistanê, roja cejna jidayikbûna Pêxemberê xwedê bi çend merasîmên olî û civakî tê pîrozkirin. +Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di roja jidayikbûnê de, şekir, şîrînî û mêweyan jî li zarokan belav dikin. +Piraniya xelkê, roja jidayikbûnê, xwarinên xwemalî amade dikin û hevsiyên xwe vedixwînin ser van xwarinan. +Berî xwarin bê xwarin, mînakên şeker, savar, xwê li ser sifreyekê tên danîn û mela çîroka jidayikbûna Pêxember li ser wan dixwîne da ku bên pîrozkirin. +Li hinek deveran, derwêş bi erbaneyan û sirûdên olî merasîmên jidayikbûnê li bîr tînin. +Tevî hemû siyasetên bierebkirinê, hin melayên kurd û derwêş çîroka jidayikbûna Pêxember û sirodên olî bi zimanê kurdî dixwînin. +Qamişlo (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Pêşewe Behlewî, ji aliyê hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûriyê ve hate girtin. + + +Rojnamevan Axtîn Esead ji bajarê Qamişlo ji Tora Mewdyayî ya Rûdawê re got: ";Pêşewa Behlewî li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo mijûlê amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember";. + + +Wî çalakvanî eşkere jî kir ku ";Otombêleke Asayişa Niştimanî, ya ser bi rejîma Sûriyê ve, nêzîkî Pêşewa bû û kamîre û pêdiviyên wî ên rojnamevanî jê sitandin û hemû wêneyên li ser kamîrayê reş kirin û ew girtin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dala yê Nisêbînê ji bo 'penaberên Sûriyê' kampek ji çadiran hatiye avakirin û di kampê de niha hezar û 800 kes dijîn. Lê tê pêşbînîkirin ku hejmara penaberan di hefteyên pêş de zêde bibe. + +Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Afetê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), li nêzîkî gundê Dala yê bajarê Nisêbînê, kampek ji çadiran ji penaberên Sûriyê re ava kiriye. + +Di kampê de 545 çadir hatine vegirtin û rûbera çadiran jî 112 metre ye, hezar û 800 kes jî tê de dijîn. + +Hat gotin ku ev kamp di nav 3 mehan de hatiye avakirin lê heta niha sererastkirina derdora kampê hê neqediyaye, tedbîrên tund bo parastina kampê hatiye girtin. + +li gorî DÎHAyê, hertim li dora kampê amûrên birrîna sînyalên telefon û cîhazên din heye û nahêlin kes nêzîkî kampê bibe. + +Hate ragihandin ku penaberên ku li kampên Riha û bajarên cîran hene, dê hinek ji wan derbasî kampa Nisêbînê bên kirin. Hate zanîn ku dê hejmara penaberan ên li vir pêşî derxin 3 hezar kesî. + +Hate diyarkirin ku di nava penaberên ku ji kampa Wêranşerê ya di bin kontrola cendermeyan de bi otobûsan tînin Nisêbînê, nexweşiya şewbê peyda bûye û derziyên şewbê li wan tê dayîn lê nahêlin derkevin derveyê kampê. + +Paneberên ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye, di bin çavdêriya ewlehiyên taybet de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û heta penaber tedawî dibînin li ser serê wan disekinin û bi wan re jî vedigerin kampê. + +Destûr nadin Rojavayî derbas bibin + +Li derveyî kampa penaberan a Nisêbînê jî û li navenda navçeyê jî gellek Rojavayî dijîn. Rojavayiyên ku di nava navçeyê de bi parsekiyê xwe li ser piyan digirin, diyar dikin ku ew ji ber şer reviyan e. Rojavayiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe jî leşker destûr nadin ku biçin Qamişloyê. + +Li gorî van agahiyan, nayê zanîn ka ew kesên wek ";penaberên Sûriyê"; li nav wê kampê de hatine komkirin, kî ne! + +Hewlêr (Rûdaw) – Malbata peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî yê ku îro ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hati girtin, eşkere kir, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji wan re gotiye, dê hewl bidin îşev Pêşewa bidin berdan. + +Îro (13.01.2014) danê nîvro, peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî di nav kar de ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hat girtin. Hat zanîn, şofêrê taksiya ku Pêşewa pê kar dikir jî girtine her wiha dest danîne ser taksiyê jî. + +Derheqê hewlên berdana Pêşewa de, birayê wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, rêveberê giştî yê Asayişa PYDê li Qamişlo ji wan re gotiye dê hewl bidin îşev Pêşewa bidin berdan. + +Birayê Pêşewa her wiha diyar kir, wî berpirsê PYDê ragihandiye, ew qebûl nakin ti rojnamevan û çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bên girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rûdawê bo cara yekemîn hinek belge bidest xist ku nîşan dide di Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de di mijara xerckirina bûdcê de gendelî hatiye kirin. Li gorî hinek ji wan belgeyan, hinek lêjneyên ";wehmî-xeyalî"; bo şopandina çawaniya xerckirina bûdcê hatine avakirin. + +Di hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de ku îro (13.01.2014) hat belavkirin, raporek balkêş li ser Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin. Di raporê de hinek belge bi îmzeyên rayedarên pilebilind ên wezartê tîn dîtn ku li gorî raporê, ew belge qaşo belgeyên avakirina lêjneyên şopandina xerckirina bûdceya wezaretê ne. + +Lê li gorî ku saziya çavdêriya darayî ya wezartê dibêje, ew lêjne qet nehatine avakirin û lêjneyên wehhîmî ne û bi vî awayî derketiye holê ku di bin navê şopandin û avakirina lêjneyan de gellek pere ji aliyê hinek berpirs û efserên wezaretê ve hatiye xerckirin. + +Saziya çavdêriya darayî eskere dike ku gellek caran daxwaza lêkolînê derheqê çawaniya xerckirina bûdcê de kiriye lê ti kesî ev daxwaz bicîh nehaniye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ew otomobîlên ku plaka wezaretê li ser hene sotemeniya wan ji aliyê wezaretê ve tê dabînkirin her wiha her fermandeyekî pilebilind mehane 100 lître sotemenî werdigire lê gellek pereyê din jî di bin navê kirrîna sotemeniyê ji aliyê efser, fermandeyên din ve tê wergirtin. + +Ev di demekî de ye ku li gorî daxuyaniyên fermî yên wezareta pêşmerge, gellek caran mûçeyên hêzên pêşmerge dereng dimîne û hinek caran ji duh mehan zêdetir dikşîne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşewa Behlewî, îro (13.01.2014) danê sibê ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Qamişlo hat girtin. Pêşewa di heyama karê xwe de bi awayekî profesyonel nûçe û wêneyên Rojavayê Kurdistanê veguhestiye ji ber wê jî ti hêcetek bo girtina wî nayê qebûlkirin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vî karî metirsîdar şermezar dike û berpirstiya parastina jiyana wî rojnamevanî dixe stûyê rayedaran li Rojavayê Kurdistanê û hêvîdar e ew sozên ku bo berdana wî hatine dayîn, bicîh bên. + +Rûdaw niha bi saziyên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan re di pêwendiyê de ye û hemû dost û hevalên xwe li seranserê cîhanê ji rewşa rojnamevanê girtî agahdar kiriye. + +Rêvberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê +13/01/2014 + +Hewlêr (Rûdaw/AA) - Berdevkê HikûmetaHerêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên nefta ku dê hinardeyî Tirkiyê bibe, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiyaSerokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike. + +Sefîn Dizeyî diyar kir kubi nivîseke fermî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ji serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û şanda pê re agahdar kirine. Li gorî Dizeyî, şanda Hewlêrê dê di nav çend rojên bê de serdana Bexdayê bike. + +Dizeyî derheqê naveroka serdanêde jî wiha got: "Hevdîtina ku di navbera Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Malikî de di25 Kanûna 2013an dehat kirin, biryara amadekirina heyetê hatibû dayîn. Di vê hevdîtinê de biryar hat dayînku heyet dêBexdayê ziyaret bike. Me der barê vê mijarê de nivîseke fermî ji birêz Malikî re şand. Di vê nivîsê de pêşniyarên çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Me xwast ku di demeke kurt de heyetbi serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî ji Hewlêrê biçe Bexdayê û li wir peymaneke mayînde bê çêkirin." + +Berdevkê hikûmetê her wiha destnîşan kir ku ji boHewlêr hestiyarya xwe nîşan bide, Serokwezîr Barzanî dê serokatiya heyetê bike û wiha pê de çû: "Em radigihînin ku em girêdayî destûra Iraqê û girêdayî wê peymanê neku me di 25ê çileya pêşîn a 2013an de bi hikûmeta Bexdayê re kir. Em girêdayî fermanên hinartina neftê yênWezareta Neftê ya Iraqê ne. Em dixwazin ku di demeke kurt de her du alî peymanê çêbikin. Lewra hekelezê bikin bûdce dê biçe parlementoya Iraqê û bê pesendkirin." + +Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya Bexdadyê dike û ti carî serpêçiya wê nake. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, duh di civîna digel parlamenterên kurd ên Parlamentoya Iraqê de gotibû, ev du-sê hefte bi ser civîna û şanda Herêma Kurdistanê re derbas bûye lê hê jî bersiva min nedane, çimkî diviya dîsa şanda Herêmê serdana Bexdayê bike bo çareserkirina nakokiyên mayî. + +Malikî her wiha Herêma Kurdistanê di hinartina petrolê de bi gendeliyê tohmetbar kiribû. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşewa Behlewî, îro (13.01.2014) danê sibê ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Qamişlo hat girtin. Pêşewa di heyama karê xwe de bi awayekî profesyonel nûçe û wêneyên Rojavayê Kurdistanê veguhestiye ji ber wê jî ti hêcetek bo girtina wî nayê qebûlkirin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vî karî metirsîdar şermezar dike û berpirstiya parastina jiyana wî rojnamevanî dixe stûyê rayedaran li Rojavayê Kurdistanê û hêvîdar e ew sozên ku bo berdana wî hatine dayîn, bicîh bên. + +Rûdaw niha bi saziyên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan re di pêwendiyê de ye û hemû dost û hevalên xwe li seranserê cîhanê ji rewşa rojnamevanê girtî agahdar kiriye. + +Rêvberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê +13/01/2014 + +Amed (Rûdaw) - Doza KCK'ê ku şaredar, endamên meclisên şaredariyan û nêzî 7 hezar girtiyên kurd tê de tên darizandin li Amedê dest pê kir. Parlamenterên kurd ên hatibûn berdan, cara yekemîn bi awayeke azad weke çavdêr tevli rûniştinê bûn. + + Rûniştina doza KCK'ê ku 24 jê şaredar, bi sedan siyasetmedar û bi hezaran çalakgerên BDP'ê tê de têne darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. +Serê sibehê girtiyên KCK'ê bi wesayîtên girtîgehê anîn dadgehê. Cara yekemîn e parlamenterên BDP'ê yên serbest hatin berdan îcar ne weke bersûc weke çavdêr tevli rûniştinê bûn. + + Axaftina Kemal Aktaş - Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, li ber dadgehê ji Rûdawê re got:";Em ji bo ku hevalên me serbest bêne berdan hatin dadgehê. Em ê jî vê rûniştinê bişopînin. Hêvî dikim ev armanca me pêk bê û hevalên me serbest bêne berdan."; + + Hevseroka BDP'ê û hevnamzeta Şaredariya Amedê Gultan Kişanak jî hate dadgehê û xwest hemû girtiyên KCK'ê serbest bêne berdan. Kişanak, bal kişand di hiqûqê de girtin îstîsna ye lê dema kesên girtî kurd bin wê çaxê girtin dibe weke cezayek û got, ew hêvî dikin girtiyên ku nêzî 5 sal in di hundir de, di vê rûniştinê de bêne azadkirin. + + + +Enqere (Rûdaw)- Parlanentera BDPê ya Îdirê û Wekîla Koma BDPê Pervîn Buldan daxwaz kir ku qeyda dengê kujerê 3 jinên Kurd Omer Guney bê lêkolînkirin û aşkerekirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, duh saziyên jinan bi beşdariya Pervîn Buldan, ji bo ronîkirina kuştina 3 jinên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez îmzeyên ku komkiribûn, radestê Balyzoxaneya Fransayê kirin. + +Pervîn Buldan li ser navê koma jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyer piştî hevdîtina wan a bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku di 3ê Çile de pêk hat, çêbû. + +Buldan herwiha got ";Ev komkujî li dijî jinên Kurd ên şoreşger pêk hat. Ev komkujiya li dijî pêvajoyê ye. Divê hemû kesên li pişt perdê bên darizandin û cezakirin";. + +Buldan derbarê qeyda deng ku tê gotin ya Omer Guney e wiha got: ";Di vê mijarê de hîn zûye ku mirov nirxandinê bike. Hîn nediyar e ku ev deng rast e yan na. Ne diyar e deng yê Guney e ya na. Ji bo ronîkirin û aşkerekirina vî dengî dê hewldan û serlêdanên me yên hiqûqî çêbibin";. + +Her 3 jinên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez di 9ê çileya 2013a de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin. + +Zinar Ala + +Hewlêr (Rûdaw) - Di Cotmeha borî de weqfa spanî ";Ruta de la Luz"; (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû. + +Du bijîşkên ji weqfa ";Ruta de la Luz"; derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: ";Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe."; + +Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: ";Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî."; Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: ";Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye"; + +Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: ";Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e";. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: ";Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn";. + + + + + + +Newzad Mehmûd / Erkan Elî /Seyid Sadiq +Hewlêr (Rûdaw) -Li mala xwe, li tenişt sobeyê rûniştibû û serê xwe bi ser hinek wêneyên kurê xwe de berdabû. Îsmet Husên gellekî li ser kurê xwe yê girtî giriyaye û xema wî xwariye, êdî nema dikare hêstiran ji çavên xwe bîne xwarê. Îsmet Husên digot "dozê li hemû berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, li her kesekî ku destê wî bigihije dikim ku kurê min sax bihêlê." Lê ew bêhêvî jî bû ji wê yekê ku kesek vê hewarê bibihîse, ji ber ku weke ku bihîstiye "beriya sersalê wî bidarvedikin." Ev çîrok ji 13 salan ve berdewam e. + +Beriya nêzîkî salekê heftenameya Rûdawê çû mala Îsmet Husên li Seyid Sadiq li nêzîkî Silêmaniyê, ku hingê nû ji dîtina kurê xwe yê li zindanê vegeriyabû. Umer Kerîm Şerîf (32) jî pêşmergeyekî Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistan bû. Girtina wî jî bi sedema tawanbariya wî bi kuştina cîgirê berpirsê Îtîlaata bajarê Mêrîwanê bi navê Îsmaîl Muezemî bû. Wê demê Umer û kesekî din bi navê Celal ji aliyê dezgehên asayişî yên îdareya Silêmaniyê ve radest Îtîlaata Îranê hatin kirin. Ev bûyer vedigere Hezîrana sala 2000î. + +Birayê wî Osman Kerîm Şerîf jî ev 13 sal in ku ji bo rizgarkirina birayê xwe di çûnhatinê de ye, ew dibêje: "Belgeyên me jî li ser bêtawaniya birayê min hene. Lê dadgeh guh nade wan. Bavê yê kuştî bi xwe li dadgehê got pêwendiya Umer bi kuştina kurê min nîne, bi min be wî azad dikim." Herwiha dadwer bi xwe jê re gotibû "Çawa destê min di kuştina wî mirovî de heye, wiha birayê te jî destê wî tê de heye." + +Dema ku Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê berpirsên asayişî yên Îranê ve tê darvekirin, li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xwepêşandan ji bo ragirtina cezayê darvekirinê û azadkirina girtiyên kurd tên rêxistin. Lê heta niha kesekî ji bo azadkirina Umer Şerîf xwepêşandana nerazîbûnê lidarnexistiye. + +Piştî derbasbûna 25 mehan ji girtina Umer ji aliyê dadgeha Sineyê ve, ew bi darvekirinê hate cezakirin, herwiha ji aliyê dadgeha giştî ve bi tawana kuştinê bi 15 salan zindan hat cezakirin. Umer ji dayika xwe re gotibû "berpirsên asayişê gef li me kirin û her wê şevê bi dest, ling û çavgirêdayî em radestî Îtîlaatê kirin." + +Roja 26.06.2000 Umer Kerîm birin asayişê. Lê piştî 8 mehan mirovên wî karîbûn wî bibînin. Îsmet Husên dibêje ku kurê wî jê re gotiye "li gor gotina berpirsên girtîgehê dosya darvekirina min li jora hemû dosyeyan e û dibe ku di nêzîk de bêm darvekirin." + +Nûnerê Partiya Sosyalîst li Tehranê, Mela Luqman Letîf, ku dibêje ev demeke dirêj e ew bi dosyeya Umer ve mijûl e, behsa wê yekê dike ku 2-3 kesên îranî yên nêzîkî kesê kuştî şehdebûn li ser Umer dane: "Lê heta niha hewla darvekirina wî bi hewla Partiya Sosyalîst hatiye ragirtin." Navborî herwiha dibêje ku çend caran Nêçîrvan Barzanî hatiye Tehranê û wî ev pirs ligel wî behs kiriye û sekretêrê Partiya Sosyalîst jî gellekî hewla azadkirina wî daye, "lê her dema ku bixwazin dikarin wî bidarvebikin." + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon gihişte paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku Ban Ki-moon berî bîstekê gihişte balafirgehê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin. + +Biryar e Ban Ki-moon di vê serdana xwe de ku tenê yek rojê didome, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. + +Herwiha Ban Ki-moon dê serdana kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê jî bike. + +Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hate Iraqê û li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanên Qamişlo dê roja çarşem û pêncşemê li dijî girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî derkevin xwepêşandanê. + + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh berî nîvor di dema amadekirina raportekê li ser roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê (Emin Dewle) ve hat girtin û heta niha nehatiye berdan. + + +Girtina Pêşewa Behlewî di medyayê kurdî, erebî û cîhanê de û herwiha di nava çalakvanan de deng veda. + + +Li dijî girtina Pêşewa Behlewî, biryar roja çarşem û pêncşemê xwepêşandan li bajarê Qamişlo bêne lidarxistin. + + +Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) di daxuyaniyekê de girtina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ve û herwiha girtina çalakvanê Kurd Emîr Hamid ji aliyê asayişa PYDê ve şermezar kir. + + +SOZ di daxuyaniya xwe de bamg li rêxistinên siyasî, civaka sivîl, mafên mirovan û xortan kir ku roja çarşemê saet 2yê piştî nîvor bi dema Hewlêrê li cadeya Munîr Hebîb tevlî xwepêşandanê bibin û li dijî girtina çalakvanên dengê xwe bilind bikin. + + +Li aliyê din, Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) di daxuyaniyekê de girtina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û çalakvanan şermezar kir. + + +TCKê jî bang li hemû pêkhateyên civaka Qamişlo kir roja pêncşemê saet 2yê piştî nîvro li cadeya Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo derkevin xwepêşandanê. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, dê bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê re bicive. + +Şanda ku BDPê û HDPê di 11ê vê mehê de çû girava Îmrali û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Serokwekîlê BDPê Idrîs Baluken piştî hevdîtinê ji DÎHAyê diyar kir ku Ocalan bal kişandiye ser 3 mijaran ku ew jî ";muzakereya bi wate";, ";desteya şopandinê"; û ";şaxa huqûqî";. + +Baluken got ku ewê derbarê van her sê mijaran de bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bînin û pêşniyara 8 komîsyonan jî wê ji nû ve bigirin dest. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, roja hevdîtina şanda BDPê û HDPê ligel Hikûmeta Tirkiyê nehat zanîn, lê wê di nava vê heftiyê de pêk be. + +Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên muzakereya bi wate, desteya şopandinê, şaxa huqûqî, pêşniyara 8 komîsyonan, çûna şandên nû ji bo Îmralî, rewşa girtiyên nexweş û çend mijarê din dê bêne gotûbêjkirin. + +Şanda BDPê û HDPê dê daxwaz ji hikûmetê bike demldest gavan biavêje. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li bajarê Hewlêrê civiyan. + +îro sêşemê Ban Ki-moon di rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin. + +Ban Ki-moon destpêkê serdana kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê kir û di kongreyeke rojnamevaniyê de dilgiraniya xwe li hember rewşa koçberan anî ziman. + +Ban Ki-moon spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberan kiriye û got ku Herêma Kurdistanê pêgirê merên navdewletî bûye di pêşwazîkirina koçberan de. + +Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh hate Iraqê û li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêy ku ti zanyariyan bidin medyayê serdana xwe bo Îranê bi dawî anîn û vegeriyane Herêma Kurdistanê. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew serdan serdaneke taybet bû û ew şand ligel çend berpirsên peywedîdar civiya û di civînê de rewşa niha ya Iraq û navçeyên hat gotûbêjkirin, têkiliyên di navbera Hewlêr û Tehranê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên civînan bûn";. + +Nazim Debax sedema serdanê vegerande bandora YNKê û PDKê li qada siyasî ya Iraq û navçeyê û got ";YNKê û PDKê wek du hêzên sereke ne di avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq nû de û hikûmeta Îran û welatên navçeyê girîngiyê didin wan";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berpirsên Îran piştgiriya avakirina hikûmeteke berferh kirine û daxwz ji YNKê kirin ";gotara xwe bike yek"; û daxwaz ji PDKê kirine ";di kabîneya nû de cihê guncayî bide YNKê";. + +Ger li gor zanyariyên Rûdawê, şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bû û Fazil Mîranî û Azad Berwarî ligel bû, şanda YNKê jî ji Kosret Resûl Elî, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed pêk dihat. + +Şanda hevbeş a YNKê û PDKê roja yekşemê 12/1/2014 serdana Îranê kir û roja duşemê serdana xwe bi dawî anî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, serdana şandên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Îranê, ti pêwendiyek wê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê re nebûle çimkî her du şand ji bo çareseriya arîşe û kêşeyên nav YNKê çûne Tehranê. + +Pêr (12.01.2014) şandeke YNKê ku ji her du cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Berhem Salih û endama polîtburoya YNKê û hevjîna Talebnaî, Hêro Îbrahîm Ehmed pêk tê, çûbû Tehrana paytexta Îranê. + +Duh (13.01.2014) jî şandeke PDKê bi serokatiya cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê kir lê her du şand jî her duh û dûr ji çavên medyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê. + +Jêderekî ku haya wî ji civînên Tehranê heye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku serdana han bo yekxistina YNKê û nehîştina nakokiyên nav wê partiyê bûye. Wî jêderî her wiha anî ziman ku ew arîşe bi serperstiya Îranê û bi alîkariya PDKê hatin çareserkirin. + +Li gorî jêderî, her du cîgirên Talebanî û hevjîna wî li Tehranê rêkeftin bi hev re îmze kirin. + +Serdana şanda YNKê di medyaya îranî de deng veda lê gihîştin û vegerandina şandê pir bêdeng bû, çimkî yek nûçe jî li ser vegera şandê di meyaya îranî de nehat belavkirin. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax bêyî ku ti agahiyekî li ser naveroka civînên Tehranê bide, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew serdan, serdanek taybet bû ku endamên şandê bi hinek berpirs û rayedarên îranî re civiyan, di civînan de behsa rewşa Iraqê û deverê her wiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin. + +Nazim Debax anî ziman ku sedema ku Îranê gazî YNK û PDKê kiriye ew e ku her du partî di siyaseta Iraq û deverê de karîger in û wiha got: ";YNK û PDK mîna du hêzên serekî di damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê û avakirina Iraqa nû de rolek aktîf lîstine ji ber wê jî Îran û welatên ên deverê girîngiyê didin wan."; + +Lê li gorî agahiyên ku wî jêderî daye Rûdawê, civînên Tehranê ti pêwendiyek bi pêkanîna hikûmeta nû re nebûye û tenê bo çareserkirina aloziya nav YNKê bûye lê di kêleka civînan de behsa rewşa Iraqê jî hatiye kirin. + +Hat zanîn, şanda PDKê ji cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî pêk hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa gundên ser bi parêzgeha Ormiyê ve di metirsiyê de ye ji ber ku şêniyên wan gudan berdewam koçberî bajaran dibin û hin bi hin (hêdî hêdî) ew gund ji xelkê vala dibin. + +Cîgirê siyasî yê parêzgarê Ormiyê Îsa Qenberî dibêje ku koçberiya kurdan ji gundên derdora Ormiyê û ji gundên din ên kurdnişîn ber bi Ormiyê ve zêde bûye, herwih dibêje ku nabe xemsarî li himber vê pirsê hebe. + +Hejmara şêniyên gundên ser bi parêzgeha Ormiyê 3 milyon kesin ku 37.2% li gundan dimînin, li gor amaran, ji sala 1996an heta sala 2004an 7.1% ji şêniyên gundan koçberî bajaran bûne. + +Îsa Qenberî herwiha got: ";Pirsa koçberiyê ber bi Ormiyê ve bandoreke nerênî çêkiriye";, her li gor gotina Qenberî, peydabûna zemîna encamdana tawan û piştguhxistina şêniyan ji sedemên serekî yên vê pirsê ne. + +Herwih koçberiya gundnişînan ji gundên parêzgeha Sine jî bo bajaran berfereh bûye, bi awayekî ku ji sala 2006an heta sala 2007an rêjeya koçberiyê heta 7.3% bilind bûye. + +Hinek ji pisporan dibêjin ku bêkarî jî yek ji sedemên serekî yên li pişt koçberiyê ne, ji ber ku rêjeya bêkariyê li parêzgehên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bilindtir ji rêjeya bêkariyê li seranserê Îranê ye. + +Ji ber vê yekê, hikûmeta Îranê hewl dide bo peydakirina xizmetguzariyan bo gundnişînan da koçberî bajaran nebin, lewma dest bi pêdana qerzan bo avakirina xaniyan, avakirina dermanxane, dibistan û anîna enerjî û telefonê bo gundan kiriye, lê xelkên gundan van xizmeguzariyan bi qerebalxiya bajarn diguherin. + +Lê ev xizmeguzariyên ku hikûmeta Îranê pêşkêş dike tevaya gundan venagire. Pirsa koçberiya xelkên gundan ber bi bajarn ve li Îranê pirseke nû nîne, di sala 1960 de rêjeya gundnişînan li Îranê ji sedî 65 ji nifûsa giştî ya Îranê bû lê niha ev rêje bûye ji sedî 36, bi sedema koçberiyê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, diyar kir ku divê ji her bermîlek petrola Kerkûkê ku tê firotin 5 dolar jê ji Kerkûkê re were terxankirin. + +Parêzgeharê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, îro (14.01.2014) di daxuyaniyekê de ji hikûmeta Iraqê xwast, ji her bermîlek petrola Kerkûkê ku tê firotin 5 dolaran ji Kerkûkê re terxan bike. + +Dr. Necmedîn Kerîm, anî ziman ku Kerkûk gellekî pêwîstî bi piştevanî û geşedanê û cîbicîkirina projeyên bingehîn û zindî heye. + +Di daxuyaniyê de Dr. Kerîm wiha gotiye: ";Hêviya bi hikûmetê gellek e ku pêdiviyên Kerkûkê dabîn bike û derfetên me li ber çav bigire. Çimkî Kerkûkê di nav 2 salên borî de jêhatîbûnek di xerckirina bûdceyê de nîşan da."; + +Ev çend sal e Kerkûk di bin navê petro-dolarê de ku serê her bermîlek petrola Kerkûkê, nîv dolar ji wî bajarî re tê terxankirin, alîkariyê ji hikûmeta Iraqê werdigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di medyaya erebî û cîhanî de deng veda. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember, lê otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standin û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kirin û ew girtin û heta niha nehatiye berdan. + +Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kirine. + +Ji aliyê xwe rêxistinên xortan li bajarê Qamişlo biryar dane ku îro û sibe xwepêşandanê ji bo serbestberdana Pêşewa Behlewî û çend çalakvanên din ên kurd di girtîgehên rejîmê de saz bikin. + +Wan (Rûdaw/AA) –Bakûrê Kurdistanê bi taybet bajarên ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di werza zivistanê de gellekî sar dibin, ji ber vê yekê rûyê Gola Wanê cî bi cî qerrisî. + +Rûyê Gola Wanê cî bi cî qeşa girt. Perçeyên qeşayê li qeraxê navçeya Edremêta Wanê girt û pêl perçeyan ber bi nava golê ve dibin. Masîgir di nav perçeyên qeşayê de hewl didin ku masiyan bigrin. + +Serokê Fakulteya Berên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu YilêProf.Dr.Mustafa Sari, derheqê vê bûyerê de got, ji ber ku ava golê bi soda û şor e li gor ava şirîn zêde qeşa nagire. Dema ku germahiya hewayê dikeve bin sifirê li cihên ku ava şirîn dikişe, golqeşa digre. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Pêşewa Behlewî ku duh ji aliyê hêzên asayişa niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, îro (14.01.2014) derdora demjimêr 21:30 serbes hat berdan. + +Pêşewa Behlewî, piştî berdanê beşdarî bultena Koroj a Rûdaw TV bû û got ku ti êşkence lê nehatiye kirin di zindanê de tenê givaşa derûnî hebû. + +Herwiha Pêşewa da zanîn ku ew kirbûn zinadnekê ku ji 28 kesan pêk hatibû û piraniya wan xort bûn û ji hemû pêkhateyan hebûn, herwiha aşkere jî kir ku Sekreterê Giştî yê Rêxitina Asûrî li Sûriyê Gebriyêl Goriye Muşê jî di nav girtiyan de bû. + +Ji ber sedema girtinê jî, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wan bi hêceta wernegirtina moleta karê ragihandinê ew girtibûn. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, dema mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember, otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bibû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standibû û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kiribû û ew û şofêrê wî girtibûn. +Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kiribûn. + +Duhok (Rûdaw)- Grûpeke ciwanên bajarê Duhokê dixwazin sînorê Kurdistanê diyar bikin, lê ew wî karê xwe bi awayekî cuda pêk tînin. + +Ew ciwan li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, kampaniya çandina darên berû destpêkirine. + +Ciwanên Duhokê dibêjin ku dara berû dareke kurdî ye û nasnameya kurdistanîbûna wan navçeyan zêdetir derdixîne ber çavan. + +Kampaniya çandina darên berû dê ne tenê li navçeyên veqetiyayî be, lê belê dê li wan çiya û newalên ku şer tê de çêbûye û xwîn li ser rijiyaye jî bê destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê rêberê Îranê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê Mela Hesenî piştî zêdetirî 30 salî ji ser kar hat dûrxistin. + +Mela Hesen yek ji kesatiyên olî û siyasî yên parêzgeha Urmiyê bû. Navê wî Xulamreza Hesenî ye, lê her kes wî bi Mela Hesenî nas dike. Ew nêzîkî 35 salan e nûnerê rêberê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Ormiyê bû. + +Li gor nûçeyên ajansên Îranê, Mela Hesenî ji ber pîr û nexweş bû ji ser kar hat dûrxistin. + +Posta Mela Hesenî ne desthilateke cîbicîkar e, lê posteke bi hêz û xwedî desthilat e. Nûnerên rêberê Îranê li parêzgehan di danîna siyasetan û herwiha danîna berpirsan de jî rola wan heye. Ew çavê sax yê rêberê Îranê li parêzgehan e. + +Mela Hesenî destpêkê alîgirê Mehmûd Ehmedî Nejad bû. Lê di serdana dawiyê ya Ehmedî Nejad bo Ormiyê de, ew neçû pêşwaziya wî. + +Kurd Mela Hesenî wek kujerê xelkê sivîl ê Kurd tometbar dikin. + +Wî bi destê xwe kurê xwe kire qurbaniya baweriyên xwe. 2 kurên wî endamên Rêxistina Fîdayîyên Xelq bûn. Yek ji wan hat bidarvekirin û yê din jî piştî 6 salan di zindanê me, di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Sûriyê dibêje ew ji bo şerê grûpên çekdarî yên radîkal gotûbêjan bi îstixbaratên welatên Rojava re dike. + +Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ji BBC re got ";Berpirsên îstixbaratên welatên Rojava serdana Sûriyê kirin ji bo derbarê şerê grûpên îslamî yên radîkal de gotûbêjan bikin";. + +Miqdad diyar kir ku cudabûn di navbera berpirsên îstixbarata welatên Rojava û serkirdeyên wan yên siyasî de heye ku ew dixwazin Esed ji desthilatê dûr bixin. + +Zêdebûna hêza grûpên îslamî yên radîkal li Sûriyê metirsiyekê li cem welatên Rojava çêdike. + +Li gor aliyên opozîsyonê, destê rêjîmê di çêkirina van grûpan de heye ji ber ku ew tenê sûdê ji hebûna van grûpan werdigire. + +Ev çend heftî ne şer û pevçûn di navbera grûpên çekdarîn ên opozîsyona Sûriyê û çekdaêrn DAÎŞê yên girêdayî rêxistina Qaîde de berdewam in. + +Silêmanî (Rûdaw)- Li bajarokê Dukan ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve agir girte tankereke petrolê û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro serê sibehê li ser rêya Kilke Simaq-Dukan tankereke petrolê ji ber nemana stopa wê qulibî û pişt re agir girtiyê. + +Efserê ragihandina Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal ji Rûdawê re got ";Ji ber ku agir gelekî gur bû 6 tîmên me gihiştine cihê bûyerê";. + +Cemal aşkere kir ku di bûyerê de kesek şewitî û jiyana xwe ji dest da û herwihwa 9 otombêl şewitîn. + +Cemal bal kişand ku tankera petrolê ji çiyayê Kilke Simaq kete xwarê û qulibî û pişt re agir girtiyê û niha agir hatiye kontrolkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ragihand ku heta niha niha 10 hevalên di zindanên Partya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtî ne û nehatine berdan. + +Yekîtiya Siyasî ku ji partiyên Yekîtî ya Kurdistanê, el-Partî û her du partiyên Azadî pêk tê di daxuyaniyekê de got ";PYDê 12 hevalên el-Partî û Azadî, ku 2 ji wan azad in, dane dadgehên xwe yên ne rewa";. + +Di daxuyaniyê de navê her deh hevalên Azadî û el-Partî yên li cem asayişa PYDê girtî ne hatine aşkerekirin ku ew jî Saîd Îso, Siyamend Birîm, Ceger Hemo, Ehmed Sîdo, Şikirî Bekir, Heyder Bekir, Ciwan Qilinder, Resûl Îsmaîl û parêzer Idrîs Elo. Her wiha her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û kurê wî Mistefa Şêx Sîdê bêy amadebûn tên darizandin. + +Berdana girtiyên siyasî yek ji wan xalan bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê di 24/12/2013 de li bajarê Hewlêrê li ser li hev kirin. + +Piştî wê rêkeftinê, asayişa PYDê çend girtiyên siyasî yên endamên partiyên Yekîtiya Siyaî berdan, lê belê ew yekîtî dibêje ku heta niha 10 girtiyên wan û gelek girtiyên din ên Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî di zindanên asayişa PYDê de ne. + +Yekîtiya Siyasî ku çavlirê ye di vê mehê de her çar partiyên wê di nava yek partiyê de yek bigirin, di daxuyaniya xwe de got ku ew hevalên wan ";ev zêdetirî 2 mehane tên îşkencekirin û îhanekirin"; û bi tometên hazir têne tometbarkirin. + +Yekîtiya Siyasî tevî ku dariznadina hevalên xwe şermezar kir, bang li raya giştî ya kurdî, kurdistanî û hemû saziyên navdewletî û mirovî kir ku jib o berdana girtiyên di zindanên PYDê de bixebitin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Giştî ya Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku wan çalakvanên Kurd Emîr Hamid ne revandiye. + +Asyişa PYDê îro di daxuyaniyekê de got ku ku ti têkiliya wan bi bûyerên revandina mirovan re tine ye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di demên dawiyê de hin koman ciwanê bi navê Emîr Hamid ji bajarê Dirbêsiyê revandin, her wiha hêzên rejîma Baas jî hin ciwanên Kurd ji bajarê Qamişlo direvîne, lê ew ji raya giştî re radigihînin ku ti têkiliya asayişa PYDê bi van herdu bûyeran re tine ye. + +Asayişa PYDê herwiha got ";Berevajî vê yekê eger ku hêzên me li nêzî cihên bûyeran bûna dê parastina ciwanên Kurd bikira";. + +Asayişa PYDê diyar kir ku ew careke din ji radighînin ku ew ji bo ronîkirina bûyeran û naskirina cihê ku ciwanê Kurd Emîr Hamid û hemû ciwanên hatine revandin berpirsyar in. + +Emîr Hamid ku endamê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) e roja 12/1/2014 ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin. + +Rêxistina SOZ roja 13/1/2014 di daxuyaniyekê de got ku ";li gor zanyariyên wê yên hûr û piştrast, Emîr Hamid ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye revandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pirsa diyarkirina serokê lîsteya xwe li parêzgeha Hewlêrê yekalî kir û Newzad Hadî dê serokatiya lîsteya wê bike di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de. + +Li gor çavakniyên zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê îro endamê serkirdatiya xwe û parêzgarê niha yê Hewlêrê Newzad Hadî wek serokê lîsteya PDKê ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê destnîşan kir. + +Berî niha çend çavkaniyan ji Rûdawê re ragihandibûn ku lîsteya PDKê li Hewlêrê dê bêy serok be û rêzbenda navên kandîdên wê jî dê li gor alfebêyê be. + +PDKê herwiha Ziyad Kake Reza wek serokê lîsteya xwe ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê destnîşan kir. + +Biryar e roja 30/4/2014 hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bêne kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye ragihand ku Hevpeymaniya Niştimnaî ya Opozîsyona Sûriyê dijatiya kurdan dike û daxwaz ji ENKSê dike ku helwêsta xwe derbarê vê yekê zelal bike. + +YPGê di daxuyaniyekê de ku îro (15.01.2014) li ser malpera xwe belavkiriye dibêje ";Şerê me li Tila Hemîs û Til Birak ji bo têkdana pilaneke hêzên terorî bû ku dixwestin êrîşî deverên Kurdî bikin";. + +Herwih YPGê amaje dike ku ew pilan ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê ve hatibû amade kirin ji bo têkdana destkeftên ku kurdan li Qamişlo, Rmêlan û Tirbespiyê bidest xistine. + +YPG ragihand jî ku ";Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê dixawaz kurdan ji kongreya Cenêv2 û qadên navdewletî dûr bixe, ew li Heleb û Idlibê şerê DAÎŞê dike lê li navçeyên kurdî ew hevpeymaniyê bi DAÎŞê re pêk tîne da bi alîkariya dewleta Tirkiyê êrîşî navçeyên Kurdî bike";. + +Yekîneyên Parastina Gel ên ser bi PYDê ve bal dikşîne ku ";Encûmena Niştimanî ya Kurd beşek ji Hevpeymaniya Niştianî ya Opozîsyona Sûriyê ye, lewma pêwîste di zûtirîn dem de ENKSê helwêsta xwe himber biryara hevpeymaniya bi dijatiya gelê Kurd û saziyên wî, eşkere bike";. + +Herwiha YPGê ragihand ku eger ENKSê helwêsta xwe himber vê yekê diyar neke, dê ew ENKSê wek aliyekî beşdar di rijandina xwîna kurdan û dijatiya destkeftên kurdan bide zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyên ku ji rojavayê Kuridstanê dixwazin derbasî başûr Kurdistanê bibin ji Asayişa PYDê ji aliyê rojava ve pere ji wan tên standin, gelek caran dema ku nikarin derbas bibin neçar dibin ku vegerin, lê pereyên wan careke din li wan nayên vegerandin. + +Bi ragihandina vekirina deryê Sêmalka re di 6ê vê mehê de, gellek welatiyên Rojava berê xwe didin sînor ji bo derbasî Başûr bibin lê heta niha ev derî tenê li pêş haletên mirovî û derbas kirina alîkariyan vekiriye. + +Çalakvanekî ji Tevgera Ciwanên Kurd ji Rûdawê re ragihand ku, berî 3 rojan 2 çalakvanên keç ji tevgera wan xwestin bên Başûrê Kurdistan, û tevî ku perên derbasbûnê dabûn jî, ew derbas nebûn, neçar mane vegerin, dema ku vegeriyan, pereyên wan dîsa nehatine vegerandin. + +Di 24ê meha borî de, ENKSê û PYDê piştî çend civînan ku di bin serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê de û bi navebeynkariya parlamentera serbixwe ya Kurd Leyal Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr hatin lidarxistin, li ser çend xalan li hev kirin. + +Yek ji wan xalên ku her du aliyan li ser li hev kiribûn, vekirina deriyê Sêmalka bû ku biryar bû piştî ragihandina rêkeftinê bi 48 saetan bihatane vekirin. + + +Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan derbarê belge û daxuyaniyên MÎTê yên têkildarî bûyera kuştina her sê jinên Kurd li Parîsê de, xwest ku MÎT daxuyaniyê bide. + +Altan Tan derbarê mijarên di rojevê de li avahiya Parlamentoya Tirkiriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye yek ji krîza mezin ya siyasî jiyan dike û got ";Qirêjiya dewletê derketiye";. + +Tan bal kişand ku ji bo derketina ji vê krîzê pêwîstî bi destûreke demokaratîk heye. + +Derbarê daxuyaniya MÎTê ya têkildarî bûyera Parîsê û pirsa îmzeya li ser evrakê ya de, Tan got "; Ger ku ev belge neyên MÎTê bin yên kê ne? Destpêkê vê bêje. Ger ne yên te ne ev çi belge ne? Kê û ji kû derxistin? Ger ku tu vêya jî nebîne, bi mejiyê me nelîze, dikanê bigirin û biçin mala xwe?";. + +Îstixbarata Tirkiyê MÎT ew belgeya red kirin ku dibêje destê wê di bûyera kuştina her sê jinên çalakvan ên Kurd li Parîsê heye. + + + +Amed (Rûdaw)- Belgeyên taybet bi biryara ";ne şopandinê"; ya Dozgeriya Leşkerî ya derbarê komkujiya Roboskê gihiştin destê malbatan û parêzerên malbatan dê roja duşemê serî li dadgeha leşkerî didin. + +Ligel vê roja ku biryar gihişt destê malbatan, Ahmet Encu yê apê xwe di komkujiyê de winda kir, hat binçavkirin. + +Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Serfermandariya Giştî derbarê doza Roboskê de bi sedema ";kesên bi qisûr nehatine dîtin"; biryara ne şopandinê dabû. + +Hat ragihandin ku biryar duh gihiştiye destê malbatên qurbaniyên Roboskê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Velî Encu yê biryar bi rêya postayê wergirt diyar kir ku biryar îro gihiştiye destê wan û careke din heman êş jiyane û got ";Piştî biryara ne şopandinê zextên li hember me zêde bûne";. + +Velî Encu anî ziman ku têkildarî bûyera êrîşa li hember qaymeqam, Ahmet Enc ku di êrîşa bombebaranê de mamê xwe winda kir hat binçavkirin. Ahmet Enc piştî îfade da û şûnde dîsa serbest hat berdan. + +Alîkara Hevseroka Giştî ya BDPê Meral Daniş Beştaş ku di heman demê de parêzera malbatan e, da xuyakirin ku ji bo li hember biryara neşopandinê îtîraz bikin, ew xebatên xwe didomînin û wê roja Duşemê li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî îtîraz bikin. + +Beşdaş da zanîn ku ti hêviyên wan ji îtîrazê nînin tenê ji bo biçin Dadgeha Destûra Bingehîn û rêyên huqûqa hundir temam bikin neçar in îtîraz bikin. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li hêzên navdewletî kir ku şandeke serbixwe ya Kurdên Rojavayên Kurdistanê tevlî kongreya Cenêv2 bikin. + +KCKê daxuyaniyek derbarê kongreya Cenêv2 ku biyrare di 22yê vê mehê de bê lidarxistin belav kir û tê de xwest ku Kurd bi şandeke serbixwe tevlî kongreya Cenêv2 bibin. + +Banga KCKê berî lidarxistina Cenêv2 bi heftiyekê tê û di demekê de ye ku yekalîbûye ku şanda opozîsyona Sûriyê dê bi Serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye û ew Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) wek ";beşek ji rejîma Beşar Esed"; dide naskirin. + +Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed el-Cerba ya ku Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) yek ji pêkhateyên wê ye, berî niha tekez kiribû ku Kurd dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî Cenêv2 bibin. El-Cerba derbarê PYDê de jî got ku PYDê ligel şanda opozîsyonê tevlî kongreyê nabe û ";eger bixwaze dikare ligel rejîmê"; biçe Cenêv2. + +ENKSê ku ji 14 partiyên Kurd û gelek rêxistinên sivîl û ciwanan û herwiha kesatiyên serbixwe pêk tê, nûnerên xwe diyar kirine ji bo ku di nav şanda hevpeymaniya opozîsyonê de biçine Cenêvê, lê Hevserokê PYDê Salih Mislim ku patiya wî endama Desteya Hemahengiya Opozîsyona Sûriyê ye, di çend rojên borî de tekîd kir ku heta niha ji bo tevlîbûna kongreya Cenêv2 nehatine vexwendin. + +KCKê di daxuyaniya xwe de dibêje ku ";bêyî beşdariya Kurdan, pêkhatina Cenêv2 ji destpêkê dê ne rewa be";. + +Di daxuyaniya KCKê de hatiye gotin ku ";eger Kurd bi şandeke serbixwe beşdarî Cenêv2 bibe wê civînê xurtir bike. Lê eger beşdar nebin, wê ji destpêkê ve nehevgirtî, bêîrade, bê bandor be û neyê qebûlkirin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku serdana çend welatan bike, ber bi Ewropayê ve bi rê ket. + + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê bi hevaltiya şandekê duh êvarî bi mebesta serdankirina çend welatan ber bi Ewropayê ve bi rê ket. + + +Fûad Hisên aşkere kir ku Barzanî dê serdana çend welatan bike û ligel serok û berpirsên wan welatan gotûbêj bike. + + +Hisên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê dê tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) bibe ku biryar e rojên 22-25 vê mehê li Swêsra bê lidarxistin. + + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çarçoveya Korbenda Davosê de hevdîtinan ligel serkirdeyên beşdar pêk bîne û di çend semînarên derbarê rewşa aborî û siyasî ya Iraq, Kurdistan û navçeyê de amade bibe. + + +Ev cara duyê ye Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Korbenda Davosê dike. + + +Şanda ku hevaltiya Barzanî dike ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û hejmarek şêwirmend pêk tê. + + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) cara yekemîn e ku dê bi pergala hevşaredariyê tevlî hilbijartinên herêmî bibe. Hate diyarkirin ku namzedên BDPê yên Amed, Mêrdîn, Riha, Agirî û Wanê rasterast ji aliyê Serokê PKKê Abdullah Ocalan ve hatin diyarkirin. Sîstema hevşaredariyê jî dîsa li ser daxwaza Ocalan pêk hat. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên nava BDPê wergirtin, her çiqas biryar hatibû dayîn ku namzedên şaredariyan bi dengên endaman bêne hilbijartin jî, biryara 5 namzedên BDPê yên 5 şaredariyan rasterast ji aliyê Ocalan ve di hevdîtinên li Îmraliyê de hate dayîn. + +Ocalan ji bo ku pêşî li krîza nîqaşên li ser namzedan bigire jî sîstema hevserokatiyê pêşniyar kir û bi vê sîstemê re gelek pirsgirêk û arîşeyên li ser namzedan jî ji holê rabûn. + +Li gorî çavkaniyek ku nexwest navê xwe aşkere bike, Ocalan rasterast Hevserokê KCDê Ahmet Turk ji bo Mêrdînê, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak ji bo Amedê, Parlamenterê Mûşê Siri Sakik ji bo Agiriyê, Bekîr Kaya ji bo Wanê û Osman Baydemîr jî ji bo Rihayê neqand. + +Li gorî rêziknameyê û prensîpa BDPê kesek nikare 3 caran li ser hev bibe şaredar. Tim ev prensîp li pêşiya Baydemîr dihate danîn û dixwestin Baydemîr li gorî vê prensîpê careke din nebe namzed. Lê ji ber ku Ocalan Baydemîrî bo Rihayê pêşniyar kir, BDPê nikarî hêcetên ji bo Baydemîr careke din bo Rihayê jî rêz bikin. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) namzedên xwe yên navçeyên Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên HAK-PARê bi dest xistin, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevgî Moray weke namzed tê nîşandan. + +Herwiha Ji bo Şaredariya Rezan Vedat Dede, ji bo Şaredariya Sûrê Hasan Barak, ji bo Şaredariya Peyasê Alî Kizilay û ji bo Şaredariya Pasûrê jî Eşref Eren weke namzed hatin nîşandan. + +Namzedên navçeyên din ên Amedê jî dê heta çend rojan diyar bibin. + +HAK-PARê hemû namzedên xwe yên Bakurê Kurdistanê dê di 18ê vê mehê de li Otêla Lîlûzê ya Amedê di kongreyeke rojnamevaniyê de aşkera bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Xortekî li bajarokê Pîrmam ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve xwe xeniqand û xortekî din jî li Hewlêrê bavê xwe kuşt. + +Rêveberê ragihandina polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî saet 10:50 bi dema Hewlêrê xortekî bi navê Kawe Hisên di odeya xwe li malê de xwe xeniqandiye. + +Kawe di sala 196an ji dayikbûye û polsa 6 a amadeyî temam kiriy. + +Ebdilkerîm bal kişand ku hêzên polîs derbarê bûyerê de lêkolînê dikin. + +Herwiha di bûyereke din de, xortekî li bajarê Hewlêrê bavê xwe kuşt. Derbarê bûyerê de merivekî wî xortî ji Rûdawê re got ";Şeva borî saet 11.30 bi dema Hewlêrê, xortekî bi navê Niyaz Sabir Qadir ku sala 1985 jidayikbûye di dema paqaijkirina çeka xwe de guleyek ji destê wî derdikeve û bavê xwe ku di sala 1949an de ji dayikbûyî, kuşt";. + +Merivê Niyaz diyar kir ku Niyaz bi tenê 2 xuşkên wî hene û ti pirsgirêka malbatî di nava wan de tine ye û niha ji aliyê polîs ve hatiye girtin. + +Rêveberê ragihandina polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ragihand ku lêkolîn derbarê vê bûyerê de jî berdewam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wêneyeke nû yê Serokê PKKê Abdullah Ocalan hat belavkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di medyaya civakî de wêneyeke din ya Ocalan hat belavkirin. + +Hat gotin ku ew wêne li girtîgeha taybet a Tîpa F a Îmraliyê ji bo Ocalan hatiye kişandin. + +Ocalan di wêneyê de devliken derdikeve. + +Berê jî 5 wêneyên ku Ocalan li Îmraliyê bi şanda BDPê re kişandibûn hatibûn belavkirin. + +Roja 20/12/2013 wek cara yekem piştî girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de, hinek wêneyên Ocalan belav bûn. + +Di 24/12/2013 de BDPê 5 wêneyên ku bi Ocalan re kişandibûn belav kirin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Di Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê de, êdî daxuyanî û nameyên fermî dê bi her du zimanên kurdî û tirk bên nivîsandin. + +Li gorî lêkolîn û rapirsiyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye kirin, 71%ê xelkê wir bi kurdî, 24% bi tirkî, 8% bi siryanî û ermenî 4% jî bi erebî dipeyîvin. + +Li gorî DÎHAyê, li ser vê bingehê, şaredariya Sûrê ku sala 2005an biryar dabû projeya bi navê ";şaredariya pirzimanî"; ava bike, dê vê projê bi fermî bixe pratîkê. + +Derheqê vê xebatê de şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir ku ew wek rêveberiyên herêmî erka xwe dibînin ku pêwendiyên navbera pêkhateyên din ên navçe û bajêr xurt bikin û wiha got: ";Me jî wek şaredariya devera herî kevin ê Amedê xwast ku bi gelên xwedan çand û baweriyê cuda re bibin bira. Helbest destpêka her karî bi hezkirinê ye."; + +Demîrbaş ku ji ber projeya pirzimaniyê tê darizandin jî, da zanîn, li gorî biryara encumena şaredariyê ji vir û şûnde dê daxuyanî û nameyên fermî yên şaredariyê bi kurdî û tirkî bên nivîsandin û belavkirin. + +Germiyan (Rûdaw)- Di sala 2013an de encamdana tawanên cor bi cor li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve çûne, bi awayekî ku di 2013an de bêtir ji 1 hezar tawanan hatin tomarkirin. + +Li gorî agahiyên Rêveberiya Polîsên Germiyan, di sala borî de 53 otomobîl hatine dizîn û 1060 tawan li wê deverê hatine encamdan ku heta niha encamderên 259 tawanan nehatine zanîn. + +Rêveberiya polîsên Germiyanê her wiha da zanîn ku di nav wan tawanan de 11 zilam bi enqest hatine kuştin, 13 zilam bi şaşitî, 3 zilaman xwe kuştine, 8 kes bi werîs xwe xeniqandine û 11 kes jî di nava avê de xeniqî ne. + +Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina polîsên Germiyan, Hesen Mihemed dibêje ";Bi awayekî giştî tawan kêm bûye, lê çend haletên tawanê zêde bûne bi awayekî ku 11 haletên kuştina zilaman zêde bûye, 46 haletên bêrewiştî zêde bûye herwiha şer û pevçûn û xirabiya bikaranîna telefonên mobile jî zêde bûye";. + +Lê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê, Burhan Elî dibêje ku kuştina zilaman li Kurdistanê tê biçûkkirin, ";Me hawar kir ku rojane çendîn zilam tên kuştin, em dixwazin yasa serwer be heta em ji nakokiyên navbera eşîran rizgar bibin, lê kesî guh neda hawara me";. + +Burhan Elî herwiha got: ";Salane 400 zilam li başûrê Kurdistanê tên kuştin û piraniya haletên kuştinê enqest û biçek tên encamdan, çek bi asanî digihe destê her kesî û asantirîn kar li Kurdistanê kuştina zilama ne";. + +Her li gor amarên rêveberiya polîsên Germiayn, di sala borî de 140 haletên diziyê yên mezin, 13 haletên revandin, 193 arîşeyên bikaranîna telefonên mobile bi awayên xirab, 53 haletên bê rewiştiyê û 36 haletên sextekariyê hatine tomar kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên wê pirojeya ku pêşkêşî Kongrêsa Amerîkayê kiriye derbarê nasandina komkujiyên ku ji aliyê rejîma Beis ve li dijî gelê kurd hatiye kirin wek jenosîd, eşkere dike. + +Berî niha Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan hemû hewlên xwe dabû ji bo komkirina hejmareke mezin ji belgeyên li ser her du tawanên ku rejîma Beis li dijî kurdan encamp dabû. + +Piştî komkirina wan belgeyan wezaretê bi hevkariya peymangeha Temble ya Amerîkî derbarê komkujiyên Enfal û kîmiyabarana navçeyên başûrê Kurdistanê kiribûn piroje û ew piroje pêşkêşî Kongrêsa Amerîka kirin da ew jî ji aliyê xwe wek jenosîd pesend bike. + +Amerîka ku yek ji wealtên herdemî yê Konseya Asayişa Navdewletî ye, tê çavlirêkirin ku di demek nêzîk de wê pirojeyê pesend bike. + +Eger tawanên li dijî kurdan li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd li ser asta cîhanê hat nasandin, dê wê demê hikûmeta Iraqê hemû qurbaniyan qerebû bike. + +Di çend salên borî de jî, çendîn welatên cîhanê mîna Brîtanya û Swêdê bi awayên cuda qebûl kirine ku tiştê ku bi serê kurdan hatiye kirin jenosîd bû. + +Herwiha niha li her yek ji welatên Elmaniya, Fransa, Belcîka û Îtaliya hewl tê dayîn ku ew tawanên li dijî kurdan hatine kirin, ji aliyê wan welatan ve wek jensoîd bê qebûlkirin. + + +Taman Şakir (Qahire)- Tiştê ku bi serê wê keça kurd ya Rojavayê Kurdistan hat, gellek bi êş bû, lê ew sirûşta civaka girtî û paşketî ye ku wek nêçîrekê mamele ligel laşê jinan dikin. Tiştê ji wê bi êştir daxuyaniya rêveberê polîs bo dezgehên ragihandinê bû dema got: ";Wê keçê perdeya keçkaniyê ji dest ne daye";!. + +Gelo dibe ku tawaneke wiha mezin di perdeyeke biçûk de bê sîrordarkirin? gelo mayîna perdeya keşkaniyê êşên rûhî yên wê keçê çareser dike? Mixabin diyare ku beşeke mezin ji xelkên Kurdistanê mezinahiya jinê di wê perdeya keçkaniyê de dibînin. Ev ne tenê arîşeya Kurdan e, lê arîşeya wan civakên girtî û paşketî ye jî, ku kesên wê di her astekî xwendin û rewşenbîriyê de bin û bangeşeya azadî, mafên mirovan û jinan jî dikin, nêrîna wan ji bo jinê ji laşê wê derbas nabe. + +Laşê jinê bo heza sêksî, wek alaveke çêkirina zarokan, bo sivkatiyê û destdirêjiya sêksî, bo tolsitandin, şikandia kesayetiya jinê û malbata wê, bo lihevhatina eşîran di bûyerên xwîndariyê de. Heta niha piraniya zilamên kurd negihiştine wê astê ku jinê derveyî laş bibînin, ev nêrîna han rûbereke berfereh ji laiş û jiyana jinan dagîr kiriye. + +Laşê jinê heta niha madeyeke xave bo ";dibe"; û ";nabe";, bo ";qdexe"; û ";neqedexe"; ye. Ew nabeyên ku li ser laşê jinê hatine ferzkirin bi yasaya olî û sivîl jî girêdayê laşê jinan e, ji ber ku laşê wê ";şerm"; e û pêwîste biparêze û veşêre, eger kesên civakê jinê wek mirov bibînin ez bawer nakim ku dê karek bi vî corî bê encamdan. Raste tundûtîjiya sêksî diyardeyek cîhanî ye û ne tenê girêdayê Kurdistanê ye, lê tiştê ku li Hewlêrê çêbûyî, destdirêjî bû li ser laşê beşeke birîndar ji Kurdistanê. + +Li gorî raportên Netewên Yekbûyî ji sedî 50 ji destdirêjiya sêksî li himber wan keçan tê kirin ku temenê wan navbera 16 û 30 salî de ye û yekem ezmûna sêksî di jinan de destdirêjiya sêksî ye. Sedema wê jî vedigere bo nêrîna zilam a li himberî jinê. + +Ev nêrîna şaş bo laş sedemeke bo destdirêjiya sêksî ku rojane jin li seranserê welatên cîhanê de rûbirû dibin, lê rêjeya herî mezin ber şêniyên welatên Rojhilata Navîn bi taybet jî welatên Erebî ketiye. + +Jin tenê laş e yan mirov e û serê wê heye? Vê pirsê hevrikiyeke mezin di navbera wan kesên ku li jinê wek laş dinêrên û yên ku daxwaza maf û azadiyê ji bo jinan dikin, çêkiriye. Arîşeya jinê li Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar û dibe ku xewna civaka demokratîk bixe gorê. + +Heta jina Kurd azad nebe û civak bi çavê rêzgirtinê lê nenêre, Kurdistan azad nabe. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke ku pirsa zimanê kurdî li Sûriyê ketiye rojevê û bi taybet piştî ku hikûmeta Sûriyê biryar da ku xolên fêrkirina zimanê kurdî li Enstîtuya Bilind a Zimanan li Şama Paytext bên vekirin. +Li gorî raporteke televizyona Sûriyê hat gotin ku fêrkirina zimanê kurdî li Sûriyê wê bi tîpên erebî be, û ev pêşniyara Mihemed Tewfîq El-Botî , kurê melayê berê yê kûrd û navdar ê Sûriyê Dr. Mihemed Seîd Remedan El-botî bû. +Lê herdu mamosteyên zimanê kurdî yên ku di Enstîtuya Bilind de hatine qebûlkirin, Rênas Temo û Îsmetullah Remedan ku her du xelkê Qamişlo ne, pêşniyara El-Botî red kiribûn. +Dr. Rênas Temo ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku zimanê kurdî li Enstîtuya Bilind wê bi tîpên latînî be û wê li gorî korsên hînker, yên ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine danîn, bê fêrkirin. +Derbarê korsên hînker, Temo da xuyakirin ku ji 3 astan pêk tê ku asta yekemîn ji aliyê Samî Tan, Ronayî Onen, Mevlût Aykoç û Sadik Varlî ve hatiye danîn û got ku çawaniya danîna van korsan fêrbûna zimanê kurdî li ser xwendekaran asan dike. +Dr.Rênas Temo ku bi jibilî kurdî bi Erebî,Tirkî ,Almanî û Farsî jî dizane, got ku dema xola fêrkirina zimanê kurdî di Enstîtuya Şamê de 3 meh in ku di her mehê de astek tê xwendin û tomarkirin di xolê de bi 5 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 33 dolar) ye û piştî bidawîbûna xolê, wê ezmûnek hebe ji bo kesê serkeftî bawernameya kurdî ji Enstîtûya Bilind bidest bixe. +Temo destnîşan kir ku wan dixwest korsekî taybet bi xwe daynin,lê Enstîtûya Şamê ne amade bû ku bibe sponser. +Li ser pêwendiyên wan bi beşên din ên Kurdistanê re, Temo anî ziman ku têkiliyên wan bi ti zimanzan an saziyên zimanê kurdî li derveyî Sûriyê hê çênebûye û got ku ew bi hêvî ne ku beşên din ên Kurdistanê piştgiriya wan bikin. +Rênas Temo ji Rûdawê re got, tişta ku dihêle mirov matmayî bimîne ew e ku heta niha tenê xwendekarekî navê xwe ji bo xolên fêrkirina zimanê kurdî tomar kiriye. +Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşê ve korsên hînker li Rojava tên vekirin lê ti bawernameyên zimanê kurdî yên fermî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hê nehatine dayîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro (17.01.2014) li Istenbulê dicive ji bo diyarkirina helwêsta xwe ya dawî derbarê kongreya Cenêv2. + +Hevpeymaniyê di 5-6ê mehê de civîn xwe lidarxistibû ji bo hilbijartina serkirdatiyeke nû, ku têde Ehmde Asî el-Cerba serokê wê yê niha ji bo 6 mehên din hilbijart. + +Herwiha biryarbû ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di civîna 5-6ê mehê de biryara xwe ya dawî derbaê beşdarî yan ne beşdariyê di Cenêv2 de raghîne, lê ji ber nêrînên cuda nava hevpeymaniyê, derbarê vê pirsê,ti biryar nehat sitandin û civîna xwe wê demê ji bo îro paş xistibû. + +Cavlirê ye ku hevpeymanî di civîna xwe ya îro de, biryara xwe ya herî dawî derbarê beşdarî û ne beşdariyê di kongreya çareserkirina krîza Sûriyê, Cenêv2, de ku biryare di 22ê mehê de bê lidar xistin, raghîne. + +Çendîn car berî niha Encumena Niştmanî ya Sûriyê, ku grûpa herî mezin û sereke ye di nava hevpeyamniyê de, tekez kiriye ku ew tevlî Cenêv2 nabe, û gefa wê yekê xawriya eger hevpeymanî tevlî wê kongireyê bibe, ew dê xwe ji rêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê vekşîne. + +Ji aliyk din ve ";Desteya Hemahengiya Niştimanî"; ku bi opozîsyona navxwe ya Sûriyê tê naskirin, pêr (15.01.2014) rexneyên tund li Amerîka û Rûsya girtin û got: ‘‘Ew her du welat dixwazin opozîsyona Sûriyê neçar bike ku tevlî kongreyê bibe. Awayê danûstandina her du welatan ji bo lidar xistina kongreyeke ku dê çarenvîsa welat û gelekî diyar bike, ne cidî ye";. + +Herwiha Desteyê di daxuyaniya xwe de ragihand ";Li gor merc û pêşhatên niha em beşdarî kongreya Cenêv2 a derbarê Sûriyê de nabin";. + + +Ev demeke hinek kesên ku guman li ser wan hene, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gij dikin ji bo ku li dijî Tora Medyayî ya Rûdaw kar bike, ew jî ew kesên ku têk çûne û nikarin medyaya PKK bi pêşxînin, yan jî kesên bi gumanin di nava PKK bi xwe de. + +Di van rojan de, dezgehên medyaya PKK, gotareke yek ji wan kesên biguman belav kiriye, ku bi navê (Amed Dîcle) diniviîsne û kar dike. Di wê nivîsê de gellek derew rêz kirine, ji bo ku berdewam be di karê xwe yê gumankirinê de, piştî ku di nûneratîkirina televîziyona Roj TV de li dadgehên Danîmarkayê şikestin ji Roj TV re anî, niha nikare ti sûdekê ji bo PKKê hebe ji bilî derbelêdanê. Medyaya PKKê ku di destpêkê de bi medyayeke hevçerx û pêşketî dihate naskirin, niha ji ber nezan û bi gumanên wek Amed Dîcle di qeyraneke mezin de dijî, ku ji bo endamên gellek girêdayê yên PKKê jî ew medya ne balkêş e. + +Amed Dîcel gellek derew rêzkirine ku pêwîste berî her tiştî PKKê daxwaza ronîkirinekê derbarê wan derewan ji Amed Dîcle bike, û piştre lêkolînan ligel bike li ser wê fitnekirinê. + +Em li vê derê, berî ku bersiva Amed dîcle bidin, bi kurtî wê yekê dûpat dikin ku her dijatî û dijminatiyek ji aliyê karmendê ku şikestîxwar ên dezgehên medyaya PKKê li dijî Rûdaw hebe, ew tiştekî ji siyaseta Tora Medyayî ya Rûdawê himber PKKê naguhere, ew jî ewe: Em dijatiya PKKê û ti partiyeke din nakin, alîgiriya PKKê û ti partiyeke din jî nakin. + +Amed Dîcle dibêje, Rûdaw li Rojava û Bakurê Kurdistanê sivik bûye. Eger wiha ye çima tu û hevalên xwe ên şikestinxwarên di medyaya PKKê de helmeta reşkirina Rûdawê li ser rêsîverên malên Rojavayê Kurdistanê encam didin, ji ber ku bi neçarî li kanalên we yên vala binêrin. Piştre we bi xwe di gotarên pêşter de nivîsiye: ";Rûdaw di demeke kurt de bi asteke pîvaneyî bi awayekî berfreh deng veda";. + +Dereweke din ya Amed Dîcle ewe, ku me gotiye komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encamdan. Me li Rûdawê gotiye, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rojavayê Kirdistanê mîna ";Korya Bakûr"; kiriye û wisa kiriye ku guman li ser hemû tiştekî li Rojavayê Kurdistanê çêdibe bê. Piştre komîteya lêkolînan ya komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd piştî serdana Rojavayê Kurdistanê ragihand ku komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encam dan. Herwiha rojnameyên Îtaliya jî behsa nerastiya wan gotegotan kirin. + +Derweke din ku bûye sedema riswabûna Amed Dîcle ewe ku dibêje, Rûdawê grûpên ku êrîşî ser Til Hemîsê û Serê Kaniyê kirin bi ";Şoreşger"; û ";Canbexteweriya şervanên YPG"; wek dijminan belav kiriye û ev dereweke gellek mezine û em jê daxwaz dikin bila nîşan bide ka me ji kîjan grûpê re gotiye şoreşger. lê em ji ti kesî re jî nabêjin şehîd di nûçeyên xwe de. + +Diyare ku ji dema ku Amed Dîcle li Ewropayê dijî Rojnameyek Ewropî yan televîzyoneke Ewropî neşopandiye, eger na wê zanibe ku terîmên mîna şoreşger û şehîd di têgehin ku di nûçeyên medyaya profesyonel de cih nagirin, ew her du têgeh tenê di medyaya hizbî de tên bikaranîn. + +Amed Dicle dibêje ku Rûdaw li dijî ";Rêkrftina Hewlêrê"; û xwebirêvebirinê kar kiriye. Jixwe ev, paradoksek gellekî sosret e, ji ber ku rêkrftinameya Hewlêrê bingeha rêveberiyeke hevbeş ji bo Rojavayê Kurdistanê danî, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li şûna wê rêveberiyeke yekalî drust kir. Em ne li dijî rêkeftin û îdareyekê ne, lê em devê kesî ji rexnegirtinê nagirin di cîb cîkirin rêkeftinameya Hewlêr û tekalîbûna îdareya xweser ya PYDê. + +Her wiha behsa dergehê Sêmalka dike, ku Amed Dicle û hevkarên wî wek derewkertirîn kes li wir derketin. Ji ber ku ew dergeh ji aliyê Başûr ve dihat vekirirn, digotin ji b o mebesta ku xelkên Rojavayê Kurdistanê zêda xaka xwe vala bikin, ku tenê ji bo alîkariyên mirovî dihat vekirin, digotin abloqe dixin ser Rojavayê Kurdistanê, ku PYDê digirt, bêdeng dibûn. Lê Rûdaw pêşeng bû di belavkirina nûçeya girtina wî dergehî ji aliyê PDK û PYDê ve herwiha vekirina wê ijî, êdî car caran di çavlirêkirina rezamendiya Şamê de bo vekirina dergeh, ligel wê yekê ku PYDê di civînên vê dawiyê li Hewlêrê biryar da ku veke, lê heta rizamendî ji Şamê nehat, nehate vekirin. + +Êdî Amed Dîcle dinivîsîne ";Gelo karmendên wê televîzyonê eqlê hemû temşevana wel eqlê xwe dizane";. Nexêr em bi zaniyariyê rast rêz li temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe digrin. Lê hûn sextekariyê li gel partiya xwe dikin û wiha xwe dibînin ku êdî hûn tenê hene û eger derewan jî lê bikin her ji we bawer dikin. + +Jixwe dibêje ";Rûdaw herdem wek medyayeke Tirk dixwest PYDê wek alîgirê rejîmê nîşan bide";, em vê yekê ji bo raya giştî û xelkên hişiyar ên Rojavayê Kurdistanê dihêlin, ligel wê ku ne karê me ye, hewlêst li ser wê yekê bigrin bê kî ser bi kî ve ye, karê me ew e ku zaniyariyan di wê derbarê de bidin xelkê. + +Dibêje Rûdaw ";Behsa sedan kesên sivîl ên Kurd nekir ku li Helebê ji aliyê Esed ve hatin kuştin. Behsa şerê şervanên YPGê ligel hêzên rejîmê nekir";, spas ji bo Xweda ku dîmenên vîdyoyî yên peyamnêrê Rûdawê di nav şerê Helebê û li tenişt çekdarên opozîsyon YPGê vê derewa Amed Dîcle spî dikin. Her wiha dinvîsê ";Eger hûn li dijî rejîmê ne, çima hûn behsa komkujiya Kurdan ji aliyê rejîmê ve nakin?";, car din li vê derê Amed Dîcle nezanebûna xwe nîşan dide, ji ber ku Rûdaw wek dezgeheke medyayî ji bo hilweşandina kes, alî û dewletkê nehatiye damezrandin, û di heman demê de ne ji bo ciwankirinê ye jî. Herwiha me hemû komkujî belav kirine , komkujiya Amûdê û serdana Wezîrên Sûriyê bo Qamişlo jî. + +Êdî bi awayekî dûr ji hemû êtîkan û berovajî hemû moraleke mirovî dinvîse ku me himber kuştina çekdarên PYDê gotiye ";bila bimrin ji ber ku hevkarên Esed in";, eger derewan nake bila nimûneyekê wek belge bo hemêçû gelê Kurd belav bike, eger na rûyê xwe reş bike û êdî careke din rûyê xwe nîşanî gelê Kurd nede. Divê Partiya Karkerên Kurdisnaê (PKK) jî, te wek kesekî fitneker û biguman ji medyaya xwe dûrbixe. + +Êdî dinivîse ";Bêjerekî Rûdaw wek kesekî qeşmer di nav xelkê de tê naskirin û navê wî (D.Dana)ye tê û li dijî televîzyona Roj TV wek şahidekî veşartî îfade dide. Ew kes ji bo ku Roj TV bê girtin bû sîxorê dewleta Tirk";, ne tenê bêjer, ti kesek li hemû Rûdaw nîne bi navê (D.Dana) eger wî bi xwe D.Dana dirust kiribe, ji ber ew bi xwe jî baştir dizane bê çawa doza televîzyona Roj TV şikand. Jixwe dibêje ";Li Bakûrê Kurdistanê weşana bi zimanê Kurdî tenê bi rêya dewletê ve azade, lê dewleta Tirk li ser heyva xwe ya destkird mafê weşanê dayê Rûdawê, gelo ew di himberê çi de ye?";, ew jî dereweke din ya şaxdare, ji ber ku hevalê bi guman ên Amed Dîcle bi xwe belav kirine, ku Rûdaw çûye şûna televîzyona wan bi navê (Dîcle) li Turksat de, niha jî bi wî awayî derwe dike, jixwe hemû ew kesên ku li ser Turksatê li Rûdawê dinêrin, dizanin bê çiqas serbilindin bi televîzyoneke ast bilind wek Rûdawê, ku serî Amed Dîcle di niştîmanperwerî û pîşeyîbûnê de nagih çokê wan kesên ku li Rûdawê kar dikin. Ku mixabin Amed Dîcle, di nivîsekê de karmendên Rûdawê bi kûçikan dişibîne û dibêje, eger Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ligel aramiyê de ye ";çima hestiyan davêje pêşiya wan û wan kesan li ber dergehê xwe xwedî dike";. + +Her wiha dinivîse di doseya terorkirina sê endamên PKKê li Parîsê, Rûdaw babetên xwe ji rojnameya ";Zaman"; ya Fethullah Gulen wergirandine, ew jî ne raste, ji ber ku peyamnêrê Rûdawê yekser piştî wê bûyerê berê xwe da Parîsê û ji wê derê raport ji bo Rûdawê dişandin. + +Jixwe dinvîse piştî hatina Rûhanî li ser kar, Rûdawê alîgiriya Îranê dike, ew jî dereweke din a sosret a Amed Dîcle ye, hemû kurd dizanin ew derewan dike. + +Êdî dibêje, Rûdaw dujminê kurd e ji ber ku ew tiştên nerast kirine. Bi kêfxweşî Kurd berovajî Amed Dîcle hizir dike, ji ber ku Kurd îro gellekî hişiyare, û nefretê jî li derewçiyên wek Amed Dîcle dike. + +Ji ber vê jî, em daxawz ji serkirdayetiya PKKê dikin ku kampanyaya reşkirina Tora Medyayî ya Rûdaw, li dezgehên xwe yên medyayî rabiwestîne, ji ber ku ji aliyê yasayî ve tawaneke mezine, û parastina canê hemû karmendên Rûdawê dixe stûyê PKKê de. Her wiha em dupat jî dikin, Rûdaw ne li dijî PKKê û ti aliyekî ye, lê Rûdaw dezgeheke medyayî û pabende bi bingehên pêşeyî di pêşkêşkirina xizmeta belavkirina zaniyariyan de ye. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +17.01.2014 + + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveberiya KCKê Sebrî Ok, ji televîzyona Rûdawê dike li dijî dujminên kurd xebat bike. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bersiva Ok dide. + +Sebrî Ok, ku yek ji berpirsên berbiçav ên PKKê ye û nêzîkî 20 salan di girtîgehê de maye, di daxuyaniyekê de bo medyaya PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje: ";Gelê Rojavayê Kurdistanê nîşanî hemû kesî dide ku ti hêzek nikare şoreşa Rojava ji nav bibe."; Ok, her wiha dibêje, ";Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir şoreşa xwe ber bi serkeftinê ve dibe û dê bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijî";. + +Wî endamê serkirdetiya PKKê di beşek din a gotinên xwe de behsa girîngiya beşdarbûna kurd di civîna Cenêv2 de dike û wiha tîne zimen: ";Divê pêgeha demokratîk a kurd di civîna Cenêvê de were pesendkirin"; û daxwaza ji hemû gelê kurd dike bo vê yekê bikevin nav liv û tevgerê. +Opozîsyona Sûriyê û hinek welat naxwazin PYD bi navê opozîsyonê beşdarî civîna Cenêvê bibe. hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku hêza serekî ya opozîsyona Sûriyê ye, dibêje, ew dê hinek nûnerên ku ji ENKSê di nav şanda Hevpeymaniyê de bibin civîna Cenêv2 ku biryar e 23ê vê mehê li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê were lidarxistin. +Sebrî Ok, di axaftinên xwe de bi awayekî fireh behsa televîzyona Rûdawê jî dike û dibêje, ";Îro li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek demokratîk serdest e. ji ber wê jî yên ku dibêjin PYD û TEV-DEM tenê xwe qebûl dikin û yên din qebûl nakin, tenê propaganda ye û rast nîne, Rûdaw TV di nav propagandayeke dijber de ye. Li hember şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bedelên mezin hatiye afirandin, Rûdaw TV heta niha tiştekî baş bo xizmeta şoreşa Rojavayê kurdistanê negotiye. Karê wê dezgehê tenê reşkirin û bêhurmetî ye."; + +Ok daxwaz ji Rûdawê dike û wiha dibêje: ";Divê Rûdaw TV li dijî dujminên kurd xebat bike û bo berjewendiyên kurdan propaganda bike."; + +Berdevkê Tora Medyayî ya Rûdawê Fazil Necîb, radigehîne ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî giştî dizanin Rûdaw çawa bûye neynika rastiyên bûyerên Rojavayê Kurdistanê. Helbet hinek caran ev rastî bi berjenwendiyên hinek hêz û partiyan re nagunce lê bi rastiyê re digunce ku ev jî tam berjewendiyên hemû gelê kurd e. + +Fazil Necîb, ji Sebrî Ok re wiha gotiye: ";Tora Medyayî ya Rûdawê ji birêz Sebrî Ok re radigehîne ku karê me veguhestina bûyer û rastiyên derbarê hemû beşên Kurdistanê û cîhanê bo temaşevan, guhdar û xwendevanên kurd e. ji ber wê jî ev kar nebe bibe sedema nerazîbûna ti hêz û aliyekî. Em li gorî pîvanên karê xwe yê profesyonel, dujminatî û alîgiriya ti kesî nakin."; + +Dêrsîm (Rûdaw) – Di van rojan de li ser kuştina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar li Bakur û li Tirkiyê gotûbêj dîsa germ û gurr bûn. Çend roj berê, Hevseroka Giştî ya BDPê, Saloxgeriya Emniyeta Giştî ya Tirkiyê mîna hêza li pişt vê bûyerê destnîşan kiribû, piştre tomareke dengî li torên civakî yên înternetê hatin belavkirin ku tê de ‘tawanbar Omer Guney bi endamên MÎTê re diaxive’. Li aliyê din li Tirkiyê di navbera hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Cemaat Gulen (Tevgera Xizmetê) de rikaberî û milmilaneyekê ji 17ê Kanûna borî ve dest pê kiriye bi germî berdewam dike. Ku di vê milmilaneyê de ‘Cemaat xwedî li Emniyeta Giştî ya Tirkiyê’, ‘hikûmet jî xwedî Rêxistina Saloxgeriyê ya Netewî MÎTê derdikeve’. + +Di nava vê rojeva germ û gurr a Tirkiyê de di salvegera bûyera Parîsê de, xalê Sakîne Cansiz Huseyîn Yildirim ji Rûdawê re axivî. Şopînerên Rûdawê dê îca jî hûrguliyên vê bûyerê ji yek aliyê vê komkujiye bibihîze. + +Yek ji damezirênerên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê Sakîne Cansiz digel endama Kongreya Netewî ya Kurdistan KNKê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Înformasyona Kurdistanê ji aliyê kujerê bi navê Omer Guney ve bi sûîqestekê hat kuştin. +Xalê Sakîne Cansizê, Huseyîn Yildirim ji Rûdawê re ragihand ku digel ku bi ser kuştina Cansiz û hevalên wê de salekê derbas bûye, lê heta niha ";daxuyaniyeke pêbawer"; nehatiye dayîn. Yildirim di vî warî de wiha axivî: ";Tê gotin ku hinek dengên tomarkirî yê kujer hatine bidestxistin."; + +Yildirim, ne berê niha eşkerakirina van dengên tomarkirî bi xwepêşandana Parîsê ya di 9ê vê mehê hat lidarxistin ve girê dide û wiha pê de diçe: ";Piştî ku bi sed hezaran Kurd herikîn Parîsê û li wir xwepêşandanekê li dar xistin, Firansa neçar ma hinek tiştan eşkera bike. Wezîrek Firansayê derket qala vê tomara dengî kir. Niha em jî li ser navê gelê Kurd û mirovatiyê li hêviya ronîkirina vê komkujiyê ne. Kî li pişt vê komkujiyê hene, divê bên ronîkirin û eşkerakirin."; +Yildirim, anî zimên ku heta niha tişteke zelal li ber destê wan bi xwe tune; lê belê li aliyê din ew jî angaşta Hevseroka BDPê Gultan Kişanak wiha dubare dike û hinek tiştên din lê zêde dike: ";Tê gotin ku têkildarê komkujiyê dosyeyekê li ber destê Serokwezîr Erdogan heye. Tê gotin ku hinek delîl û nivîs û peyam di vê dosyeyê de hatine komkirin. + +Di van demên dawî de jî tomareke deng derketiye ku têkiliya tawanbar Omer Guney bi Rêxistina Saloxgeriya Netewî ya Tirkiyê MÎTê re heye. Her yek dibêjin min nekiriye, filan kesê kiriye, li pişt vê bûyerê filan kes heye."; +Yildirim bi awayekî din jî nêzîkî van angaştan dibe û di vî warî de wiha diaxive: ";Şeva kuştinan, heta sibê kujer bi rêya telefonê ji Tirkiyê bi sedan kesî re diaxive. Tomarên van pêwendiyên bi telefonê pêk hatine, ka li ku ne? Ev tomarên hanê nayên derxistin. Saziyên peywendîdar ên Firansayê dibêjin ku ‘Me daxwaza van pêwendiyana ji saziyên Tirkiyê kirine’, lê ji Tirkiyê dosyeya van zanyariyana nayê. Gelo Serokwezîr Erdogan dixwaze li ser xwîna me siyasetê bike? Tenê dema navbera hikûmeta AKPê û cemaata Gulen xirab dibe, dê qala dosyeyê bike? Ger hikûmet û serokwezîr bi rastî jî mafnas û dadperwer in û alîgirê aştiyê ne, li pişt bûyerê kî derdikeve bile derbikeve, bila demildest vê dosyeyê eşkera bikin."; +Li ser pirsa Rûdawê ya gelo çima Firansa vê bûyerê eşkera nake, xalê Sakîne Cansizê Huseyîn Yildirim wiha bersiv da: ";Dibe ku Firansa bi xwe jî di nav bûyerê de be. Kî dizane, dibe ku tiliya Firansayê jî di nav vê komkujiyê de hebe. Di vî warî de heta niha Firansa tenê vê hincetê derdixe pêş, ‘Me ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku zanyariyên wan pêwendiyên telefonî ji me re bişînin, lê Tirkiye van zanyariya bi me re parve nake’."; +Li gorî Yildirim, Firansa paşxana/backgrounda kuştinên Parîsê dizane. Yildirim, di vî warî de got, ";Bûyer, li kolana herî qelebalix a paytext Parîs pêk hat. Li her derên vê kolanê kamera hene. Saloxgeriya Firansayê bi hêz e. Bixwaze dikare vê bûyerê bi her awayî ronî bike. Saziyên Firansayê destpêkê diyar kirin ku çar kes di wesayîtê de bûne û van çar kesana şeva komkujiyê bi sedan pêwendiyên telefonî çêkirine. Guman heye ku peyayên saloxgeriya Firansayê di nava wan çar kesan de hebe. Heta paşxana bûyerê neyê eşkerakirin, her şik û guman dikeve dilê mirov, her guman tê hişê mirov."; + +Gelo angaştên Hevseroka BDPê Gultan Kişanak ku gotibû, ";Li pişt komkujiya Parîsê, Saloxgeriya Emnîyeta Giştî ya Tirkiyeyê heye";, di nakokî û milmilaneyên hikûmet AKP û cemaata Gulen de nayê wateya piştgirtina hikûmetê? Ev pirsa ku li ser navê Rûdawê arasteyî Yildirim kir, bersiv wiha bû: ";BDP pişta yekî jî nagire. Li gorî BDPê yek ji yekî xirabtir e."; +Gelo egera wê yekê heye ku ev kuştin şexsî pêk hatibe? Li ser vê pirsê Yildirim wiha bersiv da: ";Armanca vê komkujiyê tevgera jinan bû. Ez bi ti awayî bawer nakim ev bûyer bi awayekî şexsî pêk hatibe. Vê tevgerê jina Kurd rakir ser ling û piyan. Jinek nû ya Kurd afirandin. Jinên ku duh li ser sifreyê jî şûna wê tunebû, li hundir û derve nikaribû biaxive, niha pêşengên civakê ne, jinên Kurd hatin wê astê ku niha çarenûsa netewî diyar dikin. + +Li aliyê din di heman demê de ev komkujî ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê pêk hatiye. Ev berik û gulleyana di kesayetiya her sê jinên Kurd de, bera aştiyê dan. Ji ber ku bi aştiyê re dê bertîl û rantên şerxwazan ji nav biçe. Ev aliyên rantxurên şer û şerxwaziyê wekî sala 1993yan bi pirovakasyonekê çawa bi kuştina 33 leşkeran hevdîtinên aştiyê têk bir, xwastin bi komkujiya Parîsê jî pêvajoya aştiyê têk bibin. Lê belê gelê Kurd bi rik û înad dibêje, ‘Êdî bes e, em ê vê pêvajoya aştiyê bi ser bixin’."; +Yên ku naxwazin pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, kî ne? Li gorî Yildirim, li Tirkiyê ‘dewleta kûr’ hê jî heye û wiha pê de diçe: ";Di nava dewletê de hê jî pêkhateyeke kûr heye. Dewleta kûr, di nava dewletê de wekî rêxistinekê hebûna xwe didomîne. Ev rêxistina kûr nijadperest e û naxwaze pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Ti caran dewleta kûr nexwastiye şer biqede û welat geş bibe. Dewleta kûr her tim ji vî welatî re dijminatî kiriye. Her dem ji bo vî welatî ziyanbexş bûne."; +Ma Tirkiye bi dozên wekî Ergenekon û Balyozê ji dewleta kûr pak nebû? Li ser vê pirsê Yildirim hinek jî bi qerf wiha got: ";Dewleta kûr herî zêde di dema Tansû Çîllerê de eşkera bûye. Di serdema Çîllerê de ji bo rantxuriyê efserên artêşê hevdu dikuştin. Ev tiştên ku di çarçoveya dozên Ergenekon û Balyozê de tên qalkirin, di nava deryayekê de dilopekê ye."; +Yildirim di dawiya hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re wiha qala bendewariyên xwe kir: ";Bendewarî û hêviya min ev e ku Tirkiye û Fransa têkildarê komkujiyê çi belge li ber dest hene, eşkera bikin. Divê hêzên pişt vê komkujiyê bên ronîkirin. Ger ev yek neyê kirin, ji bo min hikûmetên Tirkiye û Firansayê dibin berpirs."; + +Herwiha Yildirim got ku di ronîkirina komkujiyê de berpisyariya PKKê jî heye û wiha pê de çû: ";Berpirsyariya PKKê lêkolîn û lêgerîn e. Ewqas komele û rêxistinên Kurdan li Ewrûpayê hene, divê di vî warî de lêkolînan bi pêş bixin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, eger kêşe û pirsgirêkên gola Zirêbarê ya ku nêzîkî bajarê Merîwanê ye, neyên çareserkirin gol dê di nav 10 salan de bi tevahî zuha bibe. + +Gola Zirêbarê ku nêzîkî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, mezintirîn gola ava şirîn ya cîhanê ye lê di van salên dawiyê de rastî qeyrana zuhabûnê hatiye. Heta niha hinek tişt bo çareserkirina kêşeyên golê hatine kirin lê berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine Erselan Ezharî, dibêje, ew gavên ku hatine avêtin têrê nakin. + +Li gorî Ezharî gola Zirêbar li ber mirinê ye û ev jî tê wateya karesatek din e ku bi pêsîra jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û bedewî û delaliyên Rojhilatê girtiye. + +Erselan Ezharî, diyar dike ku qamîşên nav gola Zirêbar roj bi roj zêde dibin, eger ev rewş bidome heta 10 salên din gola Zirêbar namîne, her wiha çavkaniyên ava Zirêbarê jî kêm bûne ji ber ku niha ava ku dirije golê kêm bûye û divê ev çavkanî bên paqijkirin. + +Gola Zirêbar 3 km dûrî bajarê Merîwanê ye û deverek girîng bo rakişandina tûrîstan e û yek ji seyrangehên navdar ên Rojhilatê Kurdistanê ye. + +Ava golê hemû ji kaniyan derdikeve û qet ava çêm nakeve nav golê, ji ber wê jî xelk jê re dibêjin gola efsaneyî û tijî sirr û çîrok. + +Li nav gola Zirêbarê, bi dehan zîndewerên avî dijîn her wiha cihê jiyana gellek corên balinde ye. Mirina gola Zirêbar nîşana guhertinek mezin di ekosîstema deverê de ye. Gola Zirêbarê di werza zivistanê de dibe bûz û diqerrise û ev jî dîmeneke bedew a din e. + +Berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine, dibêje, bo rizgarkirina gola Zirêbarê hinek tişt hatine kirin, averoyên gundên derdora Zirêbarê hatine komkirin û tên parzûnkirin lê ev gav bo rizgarkirina golê têrê nakin. + +Li gorî wî berpirsê parêzgeha Sine, divê gola Zirêbarê wek ";zingav"; di konvansiyona bajarê Ramserê yê Îranê de bê tomarkirin û him li nav welêt û him li derveyî welêt bûdceyek taybet bo rizgarkirina wê were terxankirin, ji ber ku eger Zirêbar wek zingav were tomarkirin dê rizgar bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê hêzên pasdarên Îranê li bajarê Neqede yê parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi tundî gef li wan parlamenterên kurd kiriye ku di nameyekê de ji Serokomar Hesen Rûhanî xwastibûn çalakvan û rojnamevanên kurd ên bi navên Mesûd û Xesro Kurdpûr bên berdan. Wî pasdarî her wiha her du çalakvanên kurd wek ";dijberê şoreşa îslamî ya Îranê"; dabû nasîn. + +Beriya niha parlamenterên bajarên Neqede, Mihemedyar û Şino di nameyekê de ji serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwastibûn, çalakvan û rojnamevanên kurd ên Mehabadî, Mesûd û Xesro Kurdpûr ku par bi hêceta dijberiya rêjîmê hatin girtin, bên berdan. + +Li hember vê yekê, fermandeyê hêzên pasdarên Îranê li bajarê Neqedê bi tundî êrişî wan parlamenterên kurd kiriye û wiha gotiye: ";Yên ku name ji serokomar re şandine bo berdana mirovên dijberê şoreşê û asayişa niştimanî, ma baweriya wan bi serxwebûna darazê nîne?"; + +Tê gotin, parlamenterên kurd beriya 4 mehan ew name ji Rûhanî re nivîsandine lê dijberiya niha ya wî bermandeyê pasdaran çavkaniya xwe ji nakokî û hevrikiyên niha yên navbera azerî û kurd li parêzgeha Ormiyê digire. + +Heta niha 6 parlamenterên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û bi dehan kesayetên siyasî û sivîl ên Rojhilat her wiha saziyên sivîl û mafên mirov û Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê, rêxistina rojnamevanên bêsînor, federasyona navdewletî ya rojnamevanên azad û raportorê NY bo rewşa mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd, daxwaza berdana her du birayên Kurdpûr kirine. + +Çalakvan û rojnamevanên kurd ên xelkê Mehabadê, Mesûd û Xesro Kurdpûr, sal û nîvek berê û bi tohmeta belavkirina nûçeyên xelet û dijberiya komara îslamî ya Îranê bi 9 sal û 6 meh zîndan û sirgûn hatin mehkûmkirin lê wan çalakvanan tohmetên han red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê de, Omran Elî Mihemedî, diyar kir ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî û rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metre kûp gaza sirûştî tê derxistin lê hîn Îlam belengaztirîn û paşketîtirîn parêzgeh e. + +Li gorî malpera fermî ya Îranê, nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê Omran Elî Mihemedî, di civîna roja 15ê Çileya îsal a parlamentoyê de li ser rewşa parêzgeha Îlamê axaftinek kir û diyar kir ku li parêzgehê 12 core madeyên kanzayî hatine naskirin û ragihand, parêzgeha Îlamê di warê hebûna çavkaniyên binerd û sirûştî de gellekî dewlemend e. + +Omran Elî Mihemedî, anî ziman ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî her wiha rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metrekûp gaza sirûştî tê derxistin lê ji ber xemsariya hikûmetê parêzgeha Îlamê hejartirîn parêzgeh e. + +Elî Mihemedî ji rayedarên hikûmetê xwast, li gorî wan dewlemendiyên parêzgehê girîngiyê bidinê da ku pirsgirêka bêkariyê û hejariyê li parêzgehê nemîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, helwesta xwe ji daxuyaniyeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê derbarê şerê navbera YPGê û çend grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birak de ragihand. + +ENKSê ku serokê wê Tahir Sifûk roja pêncşemê ligel berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl û berpirsê asayişa PYDê li Qamişlo Hesen Qamişlo civiyabû, di daxyaniya xwe de diyar kir ku ew qebûl nake aliyekî kurdî bi wê yekê were tometbarkirin ku ne niştmanperwer e. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ENKSê li dijî wê yekê ye ku navçeyên Kurdan bibin qadên şer û di vê çarçoveyê de daxuyaniya ofîsa ragihandina hevpeymaniya opozîsyonê ya ku tê de piştgirî dabû şerê grûpên çekdarî li dijî YPGê li Til Hemîs û Til Birakê, red kir û got ku ew wek pêkhateyeke hevpeymaniyê wê daxuyaniyê red dike. + +Redkirina daxuyaniya hevpeymaniya opozîsyonê ji aliyê ENKSê ve piştî wê yekê hat ku di 15ê vê mehê de YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di daxuyaniyekê de got ku pêwîste ENKSê, wek beşek ji hevpeymaniya opozîsyonê, helwesta xwe derbarê daxuyaniya hevpeymaniyê bilez aşkere bike, eger na ";ew dê di rijandina xwîna gelê Kurd de hevpar be û herwiha hevparê hevpeymaniyê be di dijatîkirina destkeftên gelê Kurd de";. + +ENKSê piştî 2 rojan bersiva daxuyaniya YPGê da û xwesteka wê pêk anî, lê belê got ku ew fermanan ji kesî qebûl nake û herwiha her tometeke ji her aliyekî de be û bi taybet tometên di daxuyaniya YPGê de, red dike. + +Ev daxuyanî hemû li ser şerê Til Birak û Tilh Hemîsê bûn ku roja 28/12/2013 di navbera YPGê û çend çekdarên alîgirên rejîmê ku vê dawiyê tevlî wê bûbûn, li aliyekî û grûpên çekdarî yên wek Cebhet el-Nusra, Eniya Îslamî û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derketibû. + +YPGê piştî ku bi dehan şervanên wê di wî şerî de jiyana xwe ji dest dan, di 7ê vê mehê de vekişiya û got ku niyeta wan tine bû ku ew her du bajarokan kontrol bikin. + +Çend berpirsên ENKSê jî berî niha gotibûn ku şerê li Til Birak û Til Hemîsê ku du navçeyên Erebane, dê encamên wê li ser bihevrejiyana navbera Kurd û Ereban de xirab be. + +Yerevan (Rûdaw) - 7ê Kanûna 1998ê erdhêja ku li Ermenistanê çêbû, tevî ku bû sebeba mirina bi hezaran kesan, wisa jî kurekî hêja yê civaka Kurdan ji nav me bir. Doktorê beşê shîrûrgiyê yê nexweşxaneya bajarê Spîtakê, Şîraliyê Eşo, ango Şîrîn Reşîdov û keça wî ya 16 salî Leylê di wê roja ‘reş’ a karesatî de di bin kavilan de man. + +Şîraliyê Eşo sala 1938ê li gundê Pampa Elegezê, ku niha jê re ‘Sîpan’ dibêjin, ji dayik dibe. Sala 1958ê dibistana bajarê Tiblîsê ya bi hejmara 33ê bi dereceya herî bilind temam dike. Piştî xebata li fabrîqeyekê û xizmeta Artêşa Sor, sala 1963ê dikeve beşê doktoriyê yê Enstîtûta Yerêvanê ya Dewletê. Doktorî xeyala wî ya salan bû û şeş sal paşê serketî ev fakûlte qedand. + +Her çiqasî birêveberiya enstîtûyê jê dixwaze ku ew li dibistanê bimîne û karê lêkolanê û zanyariyê bike, xwesteka Şîralî cuda ye. Ew dixwaze bi awayekî pratîk doktoriya operasyonan bike. Lewre jî li nexweşxaneya Spîtakê dest bi kar dike. Piştî çend salan ew dibe serokê beşê operasyonan, ango emeliyatan, û vê xebatê bi qasî 20 salan berdewam dike. + +Nîvîskar û lêkolîner Wezîrê Eşo yê birayê Şîraliyê Eşo bi awayekî serbilind dibêje ku di maweya 20 salan de Şîralî ketiye 5 hezar emeliyaatn û bi dehan kes ji mirinê rizgar kirine. Ne tenê li gorî Wezîrê Eşo, li gorî gellek kesên li Ermenistanê dijîn, nav û dengê Şîralî sînorên Kafkasyayê derbas kiriye û li Sovyetistanê belav bûye. Gellek Kurdên li seranserê Sovyetê dijiyan, dema ku jiyana wan dikete xeterê, berê xwe didan Ermenistanê û xwe dixistin ber destên wî. Di jiyana xebata Şîraliyê Eşo de rojname, kovar û radyoyên li seranserê Ermenistanê gellek caran li ser wî nivîsandin û bi şikirdarî cih dan xebata vî doktorê Kurdê êzdî. + +Gellek raportên ku Şîraliyê Eşo amade kiribûn, li seranserê Sovyetistanê li konferansên doktor û operatoran hatin belavkirin. Kurteya raportên ku li Kosova, Duşenbe, Vilnius, Yerevan, Tiblîs û gellek bajarên din amade kribûn, paşê bi awayeke kurtebirî wekî belavok hatin weşandin. + +Mirina bêwext ne tenê Şîralî, herwiha karkirina zanyariyê jî bi xwe re birin. Gellek tiştên ku dabûn pêşiya xwe, bi erdhêjê re wê nema bikira. Divê bê gotin ku sê raporên wî di belavokên zanyariyê de hatin weşandin. + +Dî şîna Şîraliyê Eşo de ne tenê neferên malbatê, her wiha ji Ermenîstan û Sovyetistanê hejmareke mezin Kurd amade bûn. Li hêla din wekî rûniştevanekî Ermenîstanê û xilaskarê jiyana gellek Ermeniyan, ev bû sedem ku hejmareke mezin ji Ermeniyan jî di şîna wî de amade bibin. Tevahiya medyaya Ermenistanê mirina Şîralî bi manşetên xembar ragihand seranserê welêt. Televizyona Ermenîstanê di weşana xwe ya tevahiya rojê de nîv saet cih da wî û vekirina peyker, mal-mûzeya wî ya li gundê Sîpanê. Wezîrê Eşo li ser roja şîra birayê xwe Şîralî wiha dibêje: "Şîn û mihêla ku li gundê Sîpanê li ser Şîralî û Leyla wî çêbû, bi heyteholbûn û bi hejmara beşdarên xwe ve nedîtî bû. Sîpanê bi vê hejmarê mirov cara yekemîn didîtin. Hetanî ji Spîtaka wêranbûyî jî hewarî hatibûn. Em êdî derheqa hewariyên ji Moskowê û derên Sovyetê yên mayîn nabêjin. Ji bilî heval û hogirên Şîralî yên Ermenî, herwisa jî kulîlka ronakbîrên kurd di şînê de amade bû, lê yên nexweş jî telegrafên dilêşiyê û serxweşî xwestinê şandibûn." + +Bû mijara nivîs û destanan +Şîraliyê Eşo piştî mirina xwe bû qehremanê edebiyata kurdî ya bedewletiyê. Şaîrê kurd ê mezin Fêrîkê Usif helbestek û çend çarîn avêtin ser Şîralî û keça wî ku teksta wan li ser hêkelê wan hatiye kolandin. Ew helbest û çarîn paşê di rojnameya Riya Teze û piştre jî di cilda berhemên Fêrîk a sêyemîn de hatin weşandin. + +Şaîrê kurd Egîdê Şemsî jî nivîsek û destanek li ser Şîralî afirand. Nivîsa bi nave ‘Bilbilê bê heyam’, destana bi navê ’Nalîn’ bi ser navê ‘Aşiqê Bihortî’ de hatine çapkirin. Rûniştevanekî gundê Şîralî yê Sîpanê, Kemalê Nadirî Ciwan, jî helbesteke bi dilekî kovan avêt ser Şîralî ku bi navê ‘Şîna Sîpanê’ di Riya Teze de hate weşandin. + +Şîralî her wisa bû lehengê berhemên gelêrî. Dengbêj û muzîsyenên navdar Kamilê Ereb û lawê wî Refîkê Kamil kilameke bi navê ‘Zulim’ avêtin ser Şîralî. Ji ber xweşbûna vê kilamê, ew li ser kasetan tomar kirin û di Radyoyên Yerevanê û Tiblîsê de dane weşandin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku 11 roj di ser vekişandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarokên Til Birak û Hemîsê derbas bûne, lê heta niha wê hemû zanyariyên derbarê hejmara şervanên xwe yên ku di şerê ligel grûpên çekdarî yên opozîsyona Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine. + +YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di 26ê kanûna 2013an de bi alîkariya 120 çekdarên ereb ên ku alîgirên rejîmê bûn û vê dawî YPGê bûne, operasiyonek dan destpêkirin û di nava çend rojan de got ku wê bajarokê Til Birakê û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Eniya Îslamî derxistine. + +YPGê dixwest bajarokê Til Hemîsê jî kontrol bike, lê di 7ê vê mehê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku operasiyona wê li Til Birak û Til Hemîsê bi dawî hat û tekîd kir ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike. + +Di daxuyaniya YPGê behsa sedema vekişandinê nehat kirin û herwiha hejmara şervanên wê yên ku di şer li wan navçeyan de jiyana xwe ji dest dan nehat ragihandin, lê belê wek çavdêr û şopêner dibêjin, YPGê ji ber ku gelek şervanên wê di şerê li Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, vekişiya. + +Rojnamevanekî nêzîkî grûpên çekdarîn ên ku li Til Birak û Til Hemîsê şerê YPGê dikirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di şerê ku 12 rojan berdewam kir, bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û ";100 cenazeyên wan"; ji aliyê grûpên opozîsyonê ve hatin veşartin. + +Bi gotina wî rojnamevanî, di şer de 8 şervanên YPGê ji aliyê Cebehet el-Nusra ve hatine girtin, lê ew amade nebû derbarê çarenivîsa wan de ti zanyariyan bide. + +Lê YPGê heta vê gavê bi tenê navê 31 şervanên xwe yên ku şerê li Til Birak û Til Hemîs ku hemû nişteciyên wê Ereb in, aşkere kirine û negotiye bê şervanên wê ji aliyê grûpên çekdar de hatine girtin yan na, lê ew dibêje ku bi sedan çekdarên radîkal ên DAÎŞ û Cebhet el-Nusra Ii ser destê şervnên wê hatine kuştin. + +Ew rojnamevan herwiha aşkere kir ku di şerê Til Birak û Til Hemîsê de 10 çekdarên DAÎŞê û 7 çekdarên Ehrar el-Şam a ser bi Eniya Îslamî ve hatin kuştin. + +Rojnamevanê ku nûçeyên derbarê şerê DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam li parêzgeha Hesekê belav dike, diyar kir ku niha bajarokê Til Hemîs di destê DAÎŞ û Ehrar el-Şam de û Til Birak jî di destê Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam de ye. + +Tiştê balkêş ku wî rojnamevanî aşkere kir ewe ku ";nîvê çekdarên"; ku li her du bajarokan şerê YPGê dikirin, xelkê Kurdistanê ne, lê wî hejmara wan aşkere nekir. + +Piraniya partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê şervanên ku di şerê Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dane wek ";şehîd"; bi nav dikin, lê gelek partî dibêjin ku ew şer ne berjewendiya Kurdan de bû. + + +Silêmanî (Rûdaw) - Her ji niha ve, ku hêj planên îdarî bi parêzgehkirina Helebceyê çaverêya bidawîbûna qonaxa yasayî û biryara dawî ya Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, sermayedar û xwediyên kompnayayên navxweyî û biyanî tevger kirin da ku bibin xwediyên projeyên mezin li vê parêzgeha ku nû pêk tê. + +Rêveberê desteya weberanînê li Silêmaniyê, matmahiya xwe derbirrî ji vê berberiya xurt a ku ketiye navbera weberhêneran de, da ku pişka mezin ji weberanînê li parêzgeha Helebceyê bibe "Min ji wê yekê guman kir, ku weberhêner berî siyasetmedaran zanyariya wan hebe ku bernameya hikûmeta Bexdayê heye Helebceyê bike parêzgeh." Ferman Xerîb got "Di nav van kompanyayan de tew kompanyayên biyanî yên navdar jî hene." + +Dawiya sala çûyî, beşek ji nişteciyên Helebceyê ketin belavkirina şêranî û gerandina ahengan wek pêşwaziyekê bo biryara parêzgehkirina bajarê wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, lê dibe ahengiya rast bo vê biryarê ya belênder û xwediyên kompanyayan be. + +Toyotaya Japonî li Helebceyê ye + +Qaymeqamê Helebçeyê Goran Edhem dibîne ku bûna Helebceyê bi parêzgeh vejîneke aborî û tevgereke mezin a weberanîn û bingehkirinê bi dû xwe de tîne. Ji vî alî ve behsa wê danûstandinê kir, ku rojane ligel weberhêner û kompanyayan pêk tê "Gellek kompanya ketine rikeberiyê bo bidestxistina projeyên Helebçeyê." + +Qaymeqamê Helebceyê, nêşanê dide zeviya fireh a çandiniyê li Helebçeyê û sînorên wê yên dirêj ligel Îran ku nêzîkî 80km e, derbarê cihên geştyariyê. Pêşbînî dike di rojên bê de ev rikeberî di navbera kompanyayên Helebceyê de bêhtir bibe, da ku berî ev bajar bibe parêzgeh, weberhêner dest bi karê xwe bikin. + +Li gor zanyariyên ku Goran Edhem ji Rûdawê re behs kir, kompanyaya Toyota ya japonî yek ji wan kompanyayên ku hatine Helebceyê û doza zeviyê kirine bo navçeya pîşesazî û pîşegeha otombîl û karê bazirganî "Di wê dema ku nûçeya biparêpzgehkirina helebçeyê gihişte, bêtir ji 10 kompanyayên biyanî û navxweyî bo vê mebestê hatine Helebceyê." + +Hotêlên 5 stêrk pêk tînin + +Rêveberê desteya weberanînê li Silêmaniyê behsa wê yekê dike ku berî biryara biparêzgehkirina Helebceyê bigihe Herêma Kurdistanê, çend weberhêner pê re axifîn û doz kirin ku proje li Helebceyê bigihin wan. + +Wek Ferman Xerîb got, ji destpkê ve dest bi driustkirina hotêlên 5 stêr û mol û bazarên hevçerx û avahiyên bilind û projeyên geştyarî dikin "Em çaverê dikin îsal tevgereke germ a projeyên weberanînê berê xwe bidin Helebceyê û pêşbînî dikim heta dawiya vê salê 20 projeyên mezin ên weberanînê li vî bajarî pêk bên." + +Rêveberê desteya weberanîna Silêmaniyê, çaverê dike ku Helebce qerebûya bêkarbûna beşekî ji van kompanyayên biyanî û navxweyî bike û dibêje "Helebce di hemû beşan de pêwîstiya wê bi projeyên weberanînê û bingehkirinê heye." + +Tevî ku Helebce bi sedema nerazîbûna pirraniya xelkê û ew wêrankariya ku hate serê wê, di raperîna dawî de hinek projeyên xizmetguyzariyê jê re pêk hatin, lê heta niha jî, xelk ji asta xizmetguzariyê ne razî ne. Wek qaymeqamê Helebceyê behs dike, vê carê, ji pêvî xizmetguzariyên pêwîst ji xelkê re, divê hinek projeyê weberanînê di vî bajarî de bibin ku pêdawîstiya wan bi parêzgehkirinê jî heye. + +10 "Kargeh pêwîst in" +Nivîskar û wêjevanê ji Seyid Sadiq, Hekîm Mela Salih pirtûkek wî li ser dîroka pêkanîna Helebceyê heye, ku behsa dewlemendbûna ax û ava Helebceyê dike û dibîne ku dibe bibe parêzgeheke dewlemend û di paşerojê de piştê bi xwe girêde. + +Li gor vê lêkolîna ku bi xwe pêk hatiye, ne dudil e ku bêje "Dibe 10 kargehên cûrecûr berhemên çandinî û pîşesaziyê tê de vekin, çiku zeviyeke berfireh û dewlemenda çandiniyê û çend celebên kevirên kêmmînak hene bo kaşî û mermer û rêjeyeke baş ji kanzayên cûrecûr ên din jî tê de hene." + +Hekîm Mela Salih got "Ev alîkariyeke baş e bo peydabûna derfeta kar û vejînkirinê, herwiha dibe qezayên derdora Helebceyê jê sûdmend bin û ev zeviyên bazirganî yên derdora Helebceyê hene, bikin zevî û deriyê bazirganya navdewletî." + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar sibê yekşemê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê dê sibê biçe Bexdayê. + +Çavlirê ye şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêjan li ser mijarên girêdayî budceya Iraqê ya sala 2014an û şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bikin. + +Îro şemiyê Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Hadî Amirî ji Rûdawê re ragihandibû ku gefên Serokwezîrê Iraqê derbarê qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de girêdayî serdana şanda Hewlêrê bo Bexdayê ye û Malikî niha li benda serdana wê şandê ye. + +Amirî got ";Lê Herêma Kurdistanê heta niha roja serdana xwe diyar nekiriye";. + +Roja 15/1/2014 Encûmena Wezîrên Iraqê bêy razîbûna wezîrên Kurd, budceya sala 2014an a Iraqê pejirand. + +Sine (Rûdaw)- Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên xwe bo xwendina bi zimanê Kurdî dike. + +Serokê Zanîngeha Kurdistanê Cehanşîr Emînî, ragihand ku babetên girêdayî xwendina Kurdî ji aliyê komîteya dariştina projeyan ya wê zanîngehê ve hatine amadekirin, lê ew li hêviya biryara navendên peywendîdarin da dest bi xwendina bi zimanê Kurdî bi awayekî fermî bikin. + +Cehanşîr Emînî her wiha da zanîn ku niha korsên fêrkirina zimanê Kurdî li wê zanîngehê bi awayekê nefermî tên vekirin. + +Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir ku niha em mijûlî amadekariyên vekirina korsên fêrkirina zimanê Kurdî ne, ji wan kesên ku ne ji xelkên deverê ne. + +Zanîngeha Kurdisatnê ya Sine, di sala 1991ê de bi awayekî serbixwe xwendekar wergirtine û niha 43 beşên zanistî li wê zanîngehê hene, herwiha hejmara xwendekarên wê di hemû astan de nêzîk 11 hezar kes e. + +Piraniya zimanzanên Rojhilatê Kurdistanê li hucreyên mizgeftan û guhdariya bav û kalan fêrî zimanê Kurdî bûne. + +Lê ev demeke ku xwendekar û zanayên Kurd dixwazin zimanê wan wek zanist li zanîngehan bê xwendin. + +Damezirandina liqên edebiyata zimanê kurdî li zanîngehan û xwendin bi zimanê Kurdî li dibistanan daxwazeke seretayî ya xelkên Rojilahê Kurdistanê ye, ku hem Destûra Îranê amaje pê daye û hem hikûmetên Îranê yek bi yek soza cîbicîkirina vê daxwazê dane xelkê Kurdistanê, lê heta niha ew soz nehatine pêkanîn. + + +Kobanî (Rûdaw) – Piştî ku rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê DAIŞê êrişî devera Cerablusê ya Helebê kir, tirsek mezin xist nav dilê xelkê wir, ji ber wê jî xelkê deverê neçar man berê xwe bidin herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê. +Di îna borî de û piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li hember hêzên artêşa azad li herêma Cerablusê ya Sûriyê şikest, DAIŞê ji rojava û ji aliyê herêma Babê ve bi hêzeke nû êrîşe bajarê Cerablusê kir û şerê xwe li dijî artêşa azad berdewam kir. +Di encama şer de hinek kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn, û herweha bi dehan malbatên ereb kocberî gundên rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Welatiyekî ji Cerablusê bi navê Basil Şêxanî ji Rûdawê re got: Ji ber ku piştgirî nema, em vekşiyan, tevahiya xelkê ji malên xwe derketin û bûne kocber, yê ku li kolanê wî dibînin, wî digrin û bi kêrê serjê dikin + +Welatiyekî din ji Cerablusê bi navê Husên Ibrahîm li ser rewşa deverê ji Rûdawê re axivî û got, komek mezin ji DAIŞê derbasî Cerablusê bû û şer destpêkir, ji ber tirsa ji bombeyên hawanan, em reviyan gundên derdora bajarê Cerablusê. +Welatiyên kurd ji gundên Zor Mixar û Çariqlî û Cubelferecê û Derbazinê, ku ew nêzîkî herêma Cerablusê ne, bi germahî pêşwaziya kocberên ereb dikin, û wan di nava malên xwe de dihêlin, û hemî pêdiviyên xwarin û vexwarinê ji wan re pêşkêş dikin. + +Kurdekî gundê Zor Mixarê bi navê Yasir Murad, derheqê çawaniya pêşwazîkirina xelkê Cerablusê de ji Rûdawê re got: Dema ku hatin vir, dilê me bi wan şewitî, berê pir ev tişt li me çê bibû, îro li wan jî çê bû, em dikê mecbûr hevdu rakin, milet birayê mene, ereb çiye kurmanc çiye? li gundê me bi xwe ereb jî hene û kurmanc jî hene, herkes hate cem meriyên xwe û heval û dostên xwe. +Herweha ji aliyê ewlekarî ve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê herêma Kobanî, koçberên ereb li gundên kurdan diparêzin û amedebûna xwe ji bo hemî awayên alîkariyê ji koçberên sivîl û leşKerên artêşa azad re li hember DAIŞê diyar kiribûn. +Fermandarê YPG li Rojavayê Kobanî Nohilat Kobanî jî ji Rûdawê re li ser rewşa deverê axivî û got: Kocberiyakê berê xwe da gundên herêma Kobanî, em wekî YPGê, danûstendinek mirovî bi wan re dikin, alîkariyên ku ji dest me têne der, me ew dane nîşan, bi rengekî ku weke birayên me yên ereb, ku em bikaribin alîkariya wan bikin, ta ku zerar neghe wan, me tedbîrên xwe yên ewlekarî jî li hember her tiştekî girtin. +Piştî êrîşa DAIŞê, hêzên artêşa azad ji hundirê bajarê Cerablusê vekşiyane, û ew tenê li ser deriyê sînorî yê Tirkiye û Sûriyê mane, beşek ji hêzên artêşa azad derbasî Tirkiyê bûn, û beşek jî berve gundên herêma Kobanî koçber dibin û xwe dispêrin hêzên YPGê, ji ber wê jî niha tevahiya bajarê Cerablusê di bin kontrola DAIŞê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lêjneyek bo şopandina rewşa hêzên pêşmerge pêk aniye her wiha ji derengketina pêkhatina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî nerazî ye. +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel Tora Medyayî ya Rûdawê, ku dê roja sêşemê (22ê vê mehê) were belavkirin, ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber derengketina pêkhatina hikûmetê gellekî dilgiran û nerazî ye. +Dr. Fuad Husên, her wiha pêşbînî kir ku gotûbêjên pêkanîna hikûmetê heta nîva meha Sibatê ya îsal jî bidomin. +Li ser mijara gendeliyê di Wezareta Pêşmerge de jî ku heftenameya Rûdawê hefteya borî hinek belge li ser vê yekê belav kiribû, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Barzanî ji rewşê nerazî ye ji ber wê jî ferman da lêjneyek bo lêkolînkirin û şopandina rewşa wezaretê pêk bînin. +Zêdetirî 4 mehan e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye lidarxistin lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Partî û hêzên siyasî hevdû bi derengxistina pêkanîna hikûmetê tohmetbar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê fraksyona Gorranê li Parlamentoya Iraqê Letîf Şêx Mistefa ragihand ku firotina petrola wan kêlgehên Herêma Kurdistanê yên ku piştî pesendkirina destûra Iraqê hatine dîtin, qanûnî ye. + +Letîf Şêx Mistefa di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê pirsa firotina petrola Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re got: ";Di destûra Iraqê de madeya 111 heye ku dibêje petrol û gaza sirûştî milkê hemû gelê Iraqê yê li hemû parêzgeh û herêman";. + +Şêx Mistefa herwiha got: ";Madeya 112e jî ji destûra Iraqê behsa du xalan dike, xala yekem rêvebririna petrol û gazê ye, xala duyem jî nexşekêşana siyaseta stratîjîk ya pêwîst bo pêşxistina petrol û gaze ye";. + +Navhatî her wiha berdewam dike û dibêje, ";Derbarê xala yekem cudahî xistiye navbera du cor kêlgeh de, ew kêlgehên ku di dema cîbicîkirina destûrê de hene, ku dike berî sala 2006an, ev rêvebirina hevbeşe navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgehan ji aliyekî ve û hikûmeta hevbeş ji aliyek din ve, û eger cudahiyek derket di wê demê de yasaya herêm û parêzgehan pêşeng dibe, ji ber ku li gorî madeya 115 desthilata hevbeş bi vî awayî dibe";. + +Herwiha Şêx Letîf dibêje: ";Derbarê wan kêlgehên ku piştî sala 2006an hatine dîtin, kolan, deranîn, şandina wê bo derve u firotina wê ji desthilata herêm û parêzgehan e";. + +Derbarê dariştina siyaseta stratîjîk, Şêx Leftîf dibêje: ";Rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser wan kêlgehên ku piştî sala 2006an hatine dîtin, hemû desthilatek qanûnî ye";. + +Herwiha serokê fraksyona Tevgera Gorranê di Paralmentoya Iraqê de got:";Pêwîste Herêma Kurdistanê pabendê van xalan be, pêwîste deranîn û şandina petrolê bi awayekî zelal be û zêdetirîn mifayê bighîne gelê Iraqê, pêwîste wê petrolê bi nirxa bazarên cîhanê bifroşê û pêwîste dahata wê biçe gencîneya hevbeş û li wê derê pere bi awayekî wekhev li ser hemû gelê Iraqê de bê parvekirin";. + +Bi sedema şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê di rêya boriyan re, niha aloziyek ketiye navbera Hewlêr û Bexdayê, lewma biryare sibe (19.01.2014) şandeke Herêma Kurdisatnê, bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike ji bo temamkirina gotûbêjan li ser vê pirsê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku niha li derveyî Kurdistanê ye, ragihand ku ew ti sazişekî li ser mafên xwe di hinartina petrolê de nakin. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropa de îro gihîşt Nemsayê û li paytext Viyannayê ji aliyê Serokê Nemsayê Hanz Fîşer ve hat pêşwazîkirin. Barzanî piştî hevdîtina digel Fîşer, bersiva pirsên rojnamevanan da. +Barzanî li ser serdana xwe ya Nemsayê got: ";Beriya ku Hanz Fîşer bibe serokê Nemsayê em dostên hev bûn. Dostaniya zêdetirî 30 salan e heye, ji ber wê jî ev serdan, serdana dostekî ye bo dostê din."; +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, hevdîtina wî û Fîşer dostane bûye û li ser hinek mijarên girîng ên cîhanê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirine û hizr û nêrînên wan nêzîkî hev bûye. +Mesûd Barzanî, li ser germbûna nakokî û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bûdce û petrolê jî axivî û ragihand, niha hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê di diyalogê de ne û wiha got: ";Ez hêvîdar im bikarin bi rêya diyalogê wan arîşeyan çareser bikin."; +Derheqê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de jî Barzanî, wiha axivî: ";Di destûra Iraqê de çawaniya bikaranîna enerjiyê hatiye ziman. Em jî wek hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de nêzî dibin û bi ti awayî sazişê li ser mafên xwe yên qanûnî nakin."; + +Şirnex (Rûdaw)- Hêzên Artêşa Tirkiyî îro serê sibê bi ser gundê Roboskê de girtin û di serdegirtina malan de 2 hemwelatiyên Kurd ên ku ji komokujiya brî 2 salan xelsa bûbûn, binçavkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, îro serê sibê saet 5 yekîyenên leşkerî bi ser malên gundê Roboskê de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de 7 kesên di komkujiyê de xizmên xwe wenda kiribûn, binçav kirin. + +Di serdegirtina malan de hemwelatiyên bi navên Faruk Encu, Kerem Enc, Yilmaz Enc, Hîkmet Alma, Cevher Uren, Celal Encu, Servet Encu hatin binçavkirin. + +Di nûçeyê hatiye gotin ku dema kurê Kerem Enc, Yilmaz Enc li dijî leşkeran derket û nexwest bavê wî bê binçavkirin rastî tundiya leşkeran hat û ew jî hat binçvkirin. + +Li gor heman ajansê ";Leşkeran piştî 7 kes bençav kirin li wan dan û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Gunde Bêcuhê";. + +Di nûçeya e hatiye gotin ku lêgerîna leşkeran a li malan û gund berdewam dike û heta niha sedema serdegirtina malan nehatiye zanîn. + +Hefteya borî hemwelatiyan li dijî ";rêya ewlekariyê"; ku li ser sînor tê avakirin çalakiyek pêk anîn û nerazîbûnê li dijî hatina walî nîşan dan, lê ew rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê hatin û ciwanê bi navê Serhat Encu birîndar bûbû. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Roja 7/1/2014 Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de biryar da ku doz bê girtin û êdî neyê şopandin. + +Meletî (Rûdaw)- Rêveberê Weşana rojnameya ";Agos"; Hrant Dînk li Meletî ji aliyê bi hezaran hemwelatî ve hat bibîranîn. + +Di 7emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de, li bajarê ku blê jidayikbûye Meletî ji aliyê bi hezaran kesan ve hat bibîranîn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bi hezaran hemwelatî, nûnerên partiyên siyasî, namzetên hevşaredarên HDPê di pêşengiya Platforma Hrant a Meletî de li ber Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Keçan de ber bi mala ku Dînk lê hatiye dinyayê meşiyan. + +Di meşê de dirûşmayên ";Hrant ji bîr neke nede jibîrkirin";, ";Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne"; û "bijî biratiya gelan"; hatin gotin. + +Li ber mala Hrant Dînk li taxa Çavuşoglu, li ser navê Platforma Hrant a Meletî Serdar Boyaci daxuyanî da. + +Boyaci diyar kir ku di 17ê çileya sala 2007an de ";kesên ji çerxa dewletê derketin bi awayekî tirsonekî ji pişt ve Hrant kuştin û kujer li qadan digerin";. + +Boyaci axaftina xwe wiha domand: ";Em vê tarîtiyê ji komkujiyên ermenî, rûm, suryanî û pontusan zanin. Em vê tarîtiyê ji komkujiyên Agirî, Zîlan, Dêrsim, Qerqelî, 6-7ê Îlonê, Sêwas, Mereş û Çorumê zanin. Dîsa em vê tarîtiyê ji Roboskê ji bombekirina 34 kesên ku piraniya wan zarok bin zanin. Dîsa jî em zanin ku Hrant û yên wek Hrant ji bo em ji vê tarîtiyê derkevin şewitîn";. + +Piştî daxuyaniyan, hemwelatiyan li ser wêneyê Dînk mûm û qerenfîl danîn. Hin rojnamevanan jî makîneyên xwe yên wêneyan danîn. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi piştgiriya du helîkopteran li qeza Dûzxurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve hatiye belavkirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî dibêje ku ew operasiyon ji bo lêgerîna çekdarên radîkal e. + +Çavkaniyek ji asayişa Dûzxurmatû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku tedbîrên tund ên ewlekariyê li qezayê hatine girtin, herwiha hatin û çûna xelkê jî hatiye qedexekirin. + +Çavkaniyê aşkere kir ku hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi piştgiriya du helîkopteran hatiye Dûxurmatû. + +Ji aliyê xwe ve efserê asayişa Dûzxurmatû Farûq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku rêya sereke ya Dûzxurmatû-Bexda hatiye girtin. + +Berdevekê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein jî got ku ew hêz ji bo ji bo girtina çekdarên radîkal hatiye şandin. + +Mein diyar kir ku heta niha di encama operasiyonê de berpirsê serekî yê danîna bombeyên vedayî li Dûzxurmatû hatiye girtin. + +Bexda (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew li bendê ne gotûbêjên wan ligel rayedarên Bexdayê erênî bin û bigihine rêkeftinekê. + +Sefîn Dizeyî li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê got ";Heftiya borî me bi nivîsekê çend pêşnyarên xwe derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê şandin Bexdayê û îro emê li ser bingiha wan pêşnyaran bicivin û gotûbêjan bikin";. + +Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye û ji Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Cîgirê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Amanc, Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahir û Berdvekê Hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk tê. + +Dizeyî diyar kir ku ti pirsgirêk li cem Herêma Kurdistanê nîne eger Bexda agehdarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê be. + +Derbarê gefên Serokwzîrê Iraqê Nûrî Malikî jî li ser qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ";Ew gef bandora wan li ser Herêma Kurdistanê nebû û eger badora wan hebane em nedihatin Bexdayê, ew gef neyasayî ne";. + +Bexda (Rûdaw)- Yekem civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Hikûmeta Iraqê destpêkir. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku serokatiya şanda Herêma Kurdistanê dike li avahiya Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê li Bexdayê ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî civiya. + +Şanda Herêma Kurdistanê ya di civînê de beşdar e ji Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî Roj Nûrî Şawês, endamê Polîtbîroya PDKê Azad Berwarî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Cîgirê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê. + +Herwiha şanda Iraqê ji Wezîrê Petrolê Ebdilkreîm Luaybî, Wezîrê Darayî bi wekalet Sefa Sefayî û çend şêwirmendên din pêk tê. + +Tiştê ku di destpêka civînê de balkêş bû ku bê etekêt di pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê de diyar bû. + +Şandeyê Tora Medyayî ya Rûdawê got ku Şehristanî li hundir bû û nehatiye ber deriyê avahiyê ji bo pêşwazîkirinê. + +Şandeyê Rûdawê herwiha got ku wî derbarê vê yekê de pirsiye, lê gotine ku cihê civînê Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê ye, lewra bi tenê Sekreterê Encûmena Wezîrên pêwaziya şanda Herêma Kurdistanê kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mehmûd Sengawî îro yekeşmê car din li ser doza kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî çû pêşberê Dadgehê Destpêkê li Kelarê. + +Mehmûd Sengawî yek ji wan kesane ku ji aliyê malbata Kawe Germiyanî ve bi kuştina kurê wan hatiye tometbar kirin û li dadgehê doz li dijî wî vekirine. + +Şeva duşemê 6/1/2014 parêzerê doza Kawe Germiyanî, Kawe Letîf di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ";Dadwerê lêkolînê fermana girtina Mehmûd Sengawî li Germiyanê derxistiye heta ku dadgeh lêkolîna temam ligel bike";. + +Mehmûd Sengawî piştî ku li pêşberê dadgehê amade bû û gotinên wî hatin wergirtin, parêzerê wî got ";Dadwer biryar da ku Sengawî li gor madeya 406 ji yasaya cezakirinê bê binçavkirin";. + +Destpêkê Sengawî di zindana Girtin û Veguhestinê ya Kelarê de hat binçavkirin û pişt re bo navenda polîsê Sengawî hat veguhestin. + +Pişt re parêzerê Sengawî ragihand ku wî daxwaz ji dadgehê kiriye ku muwekilê wî Sengawî li cihê karê xwe di Fermandariya Hêzên 70 de were binçavkirin û ";li gor yasayê mafê wî heye di dema binçavkirinê de li wir bimîne";. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Mihemed Xêr Bengo diyar kir ku ew wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî kongreya Cenêv2 bibin. + +Bengo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar e komîteya têkiliyên derve ya ENKSê 5 nûnerên xwe destnîşan kirine ji bo ku di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî Cenêv2 bibin. + +Her pênc nûner jî ji Ebdilhemîd Hecî Derwêş, Ebdilhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno pêk tê. + +Şanda opozîsyona Sûriyê ku dê danûstandinan ligel şanda rejîma Sûriyê bike ji 15 kesan pêk tê, 9 kesên danûstankarin û 6 endamên yedek ango şêwirmend in. + +Bengo diyar kir ku eger hevpeymaniya opozîsyonê nûnerekî Kurdan tevlî her neh kesên danûstankar bike dê Ebdilhemîd Hecî Derwîş be û eger 2 kes bin dê Ebdilhekîm Beşar tevlî wî bibe. + +Bengo diyar kirk u her sê nûnerên din ên ENKSê Îbrahîm Biro û Mistefa Sîno jî tevlî kongreya Cenêv2 bibin, lê dibe ku ew ne di nav wan her 15 kesan de bin, ji ber ku li derveyî şanda danûstankaran dê gelek kesên din ji aliyê opozîsyon û rejîmê jî tevlî Cenêv2 bibin. + +Derbarê hemahengiya bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re, Bengo da zanîn ku PYDê beşek ji Desteya Hemahengiyê Niştimanî ya Opozîsyonê ye û eger ew deste tevlî kongreyê bibin ew dê li gorî lihevkirina Hewlêrê ya di navbera ENKSê û PYDê de, bi yek nêrînê di kongreyê de tev bigerin. + + +Kobanî (Rûdaw) - Piştî 4 mehan ji vebûna deriyê sînor di navbera herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistan û Tirkiyê de, ew tenê di warê alîkariyên mirovî û tenduristî de tê bikaranîn, tev wê jî, her demekê problemên rêveberiyê ji aliyê Tirkiyê ve derdikevin holê, û derbaskirina alîkariyan bi rojan tê rawestandin. + +Berpirsê Komeleya Biratî ya Hawarçûnê Ebdilrehman Mislim, li ser arîşe ş tengasiyên ku li deriyê sînor ji wan re derdikeve, ji Rûdawê re got:Carna astengiyên rêveberî tê çêkirin û karûbarên rêveberî, carna hin probleman bi navê nexweşan çê dibin û derdikevin holê, carna jî li wî alî - Tirkiyê - astengî çê dibin, wek ku du sê alî li wir hene, her yek nêrîna xwe bi awayekî dide, li vir jî wer dibe";. + +Ji aliyê tenduristî ve jî, kêşe ji bo derbaskirina nexweşan derdikevin holê, û her nexweş nikare bi hêsanî derbasî welatê Tirkiyê bibe, ew li gorî mercên rêveberiya ji aliyê Tirkiyê ve û nirxandina wê ji nexweşiyên milet re, derbasbûna nexweşan tê erêkirin. + +Bijîşkê bi navê Newfa Şahîn li ser rewşa deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Tirkiyê axivî û ragihand, ev 15 roj in astengî li ser sînor heye û wiha got: Lê ez nizanim ev problem çi ne, ji ber ku em çiqas nexweşan dibin, ew - Tirkiyê - dibêjin em tenê nexweşên ku rewşa wan giran e qebûl dikin, ana ji me re belî kirine, birîndarên bi guleyan bin, û yên ku segan bi wan girtî be, nexweşiyên mejî û celte û şewtandinê bin, ji van bêhtir kesî derbas nakin. + +Ji ber ku herêma Kobanî ji herdu herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê qute, û şer li hersê aliyên wê: Rojhilat û Rojava û Başûr diqewime, rêç û çareyên çûn û hatina derve û ji bo peydakirina pêdiviyan li pêş miletê Kobanî nînin ji bilî deriyê sînor bi welatê Turkiyê re. + +Siyasetmedarê bi navê Şêx Nebî Emîn, jî rewş nirxand û anî ziman ku ew hatine dorpêçkirin û wiha axivî: Em di warê civakî û aborî de bacê didin, bêhtir jê di warê tenduristî de, ji ber ku em di dorpêçkirinê de ne, dermanxane ji dermanan vala bûne, ji ber wê pir diktor bûne koçber û ew di bajar de nemane. + +Raste ku deriyê sînor nehatiye girtin û vekirî maye, lê ji aliyê welatê Tirkiyê ve bi rêveberiyeke sist tê birêvebirin, û dema ku nexweş tê re derbas dibin, Tirkiyê nahêle ew tê re vegerin ji bilî cenazeyên miriyan. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Desteya Giştî ya Deverên Veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan, diyar kir ku çavkaniya aloziyên Iraqê Malikî û hikûmeta wî ye û ragihand, zimanê siyasî yê ku Bexda pê dipeyîve, zimanê çareseriyê nîne. + +Îro (19.01.2014) cardin şandeke Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Şanda Kurdistanî ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Enerjiyê Aştî Hewramî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Cîgirê Serokê Dîwana Encumena Wezîran Dr. Amanc Rehîm, Alîkarê Wezîrê Darayî Reşîd Tahir û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk tên. + +Serokê desteya giştî ya deverên veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdaw TV bû û li ser serdana şanda Kurdistanî ya Bexdayê got: ";Çûyîna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nîşana bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye, lê nabe mirov zêde hêvîdar be ku hemû kêşe bên çareserkirin. Rewşa herî baş ew e ku alozî hinekî kêm û sivik be."; + +Lê ji aliyekî din, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew li bendê ne ku gotûbêjên digel Bexdayê bi aliyekî erênî ve biçin û her du alî li ser çareserkirina arîşeyan li hev bikin. + +Serokê desteya giştî ya deverên veqetiyayî yên Başûrê Kurdistanê, anî ziman ku divê her du alî hinek mekanîzman bo lihevhatinê peyda bikin û wiha axivî: ";Lê ew zimanê ku Bexda pê diaxife zimanê çareseriyê nîne. Hinek dibêjin serokwezîrê Iraqê di derxistina aloziyê de pispor e, ji ber ku hikûmeta niha ya Iraqê ji destpêka avabûnê ve tijî kêşe bûye lê mixabin bîra kurd û iraqiyan biçûk e bo bîranîna hemû arîşeyan."; + +Li gorî wî siyasetmedarê kurd, piştevaniya kurdan bo Malikî bo pêkanîna hikûmetê, tiştekî xelet bû, ji ber ku kurdan du caran pişta Malikî girtin bo pêkanîna hikûmetê. + +Dr. Mihemed Îhsan, destnîşan kir hinek alî li Bexdayê hez dikin Herêma Kurdistanê serbixwe be û beşek ji deverên veqetiyayî vegere ser wê lê bêyî Kerkûkê û wiha got: ";Ev jî ji ber wê ye ku ew alî wisa hizir dikin ku Herêma Kurdistanê serêşe ye ji Iraqê re, çimkî behsa bûdce û neftê dike û xelkê din jî behsa ezmûna Herêma Kurdistanê dikin."; + + + +Hewlêr (Rûdaw) - 400 kesî formên xwe dagirtine da ku bibin kandîdên PDKê bo hilbijartinên bê yên parlementoya Iraqê, lê tenê 30 nav hatin hildan bo polîtburoya PDKê. + +Roja 09.01.2014ê soza dawî ye bo pêşkêşkirina navên kandîdên hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku biryar e di 31.04.2014ê de hevdem ligel hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê birêve here. + +PDK zehmet dibîne vê carê 30 kursî bidest bixîne. Berpirsekî pilebilind ê PDKê dibêje, "Em pêşbînî dikin 25 heta 27 kursiyan bibin." + +Endamê polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji Rûdawê re got, "Gellek kesan CVyên xwe şandibûn. Lê tenê me 30 nav hilbijartin û nav hatin şandin bo polîtbîroyê da ku gotina dawî li ser bibe. Polîtburo dikare guhertinê tê de bike û hinekan ji serirdayetiya PDKê deyne nav lîstê. Lê nabe lîst ji 30 kandîdî bêhtir be." + +Li gor wê dabeşkirina ku di yasaya hilbijartinên Iraqê de bûye, her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) 54 endaman dixwazin: Hewlêr 15, Silêmanî 18 û Dihok jî 11 endam. + +Komîsyona Hilbijartinan jî desthilat daye partiyan ku dibe bo her kursiyekî 2 kandîdên wan hebin û di hilbijartinan de kê ji wan dengên bêhtir anî ew biser dikeve. + +Endamekî serkirdayetiya PDKê eşkere kir ku planeke cidî ya partiya wî heye bo Hewlêrê, da ku dengên bêhtir kom bikin, çimkî "PDK li Herêma Kurdistanê partiya desthilatdar e û nabe li paytextê lawaz be." + +Çavê Tevgera Gorranê li wê yekê ye ku di hilbijartinên Parlementoya Iraqê hejmara kursiyên xwe zêde bike. Endamê Jûra Hilbijartinên Tevgera Gorranê di wê baweriyê de ye ku bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê Tevgera Gorranê "Dengên xwe pirr dike û hejmara kursiyên wê dibe 10 kursî. Gorran niha di rewşeke xurt de ye. Çimkî kongreya xwe bi serketin pêk anî û tê de karîbû bernameya xwe ya siyasî biguherîne û destûra Gorranê pesend bû. Ev tev jî xurtiyê didine Gorranê." + +YNK bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê endamê serkirdayetiya hilbijartî Arêz Ebdula, ku serokatiya lîsta wan li Hewlêrê bike. Navborî ji Rûdawê re got "Di vê hilbijartinê de em hespê xwe gem dikin." Endamê polîtburoya YNKê Rizgar Elî ji Rûdawê re got "Heta niha me lîsta xwe bo hilbijartinên parlementoya Iraqê pêşkêş nekiriye." + +Ji pêvî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, niha aliyên Herêma Kurdistanê xwe amade dikin bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê. Polîtburoya PDK roja 05.01.2014ê civiya da ku lîsta PDKê amade bike. Lê biryara dawî nedaye. Kakemîn Necar, li ser vê mijarê got, "Di vê civînê de her tişt çareser nebûye. Biryar e di 2 rojên bê de dîsa em bicivin û lîsta dawî amade bikin." + +Li gor zanyariyên Rûdawê, encûmena ploîtburoya PDKê li Hewlêrê endamê serkirdayetiya PDKê Piştîwan Sadiq bo posta parêzgariya Hewlêrê pêşniyar kir. Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî red kir ku careke din ew xwe bo vê postê kandîd neke û ji Rûdawê re got "Ez nizanim dimînim yan na. Çimkî ez di destê polîtburoya PDK de me û ew biryar didin." lê Kakemîn Necar got, "Hê biryara dawî li ser vê yekê nehatiye dan ku kî dibe kandîdê PDKê bo posta parêzgeriya Hewlêrê. Di civîna bê ya polîtburoyê de ev çareser dibe." + +Endamê polîtburoya PDK dibêje, "Navê 50 kesî hatiye destnîşankirin û radestî jorê hatiye kirin, ji ber ku hejmara endamên encûmena pareêgehan 30 kes e. 5 ji wan kota ne. 25 endam hevrikiyê dikin. Me jî bo her kursiyekî 2 kandîd danîne." + +Endamekî nivîsgeha hilbijartina PDK pêşbîniyê dike bo hilbijartina parzgehan PDK li Hewlêrê heta 13 kursiyan bidest bixîne. + + + +Bexda (Rûdaw) – Hat zanîn, civîna navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê dest pê kiriye. + + +Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulkerîm Liêbî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, civîna Barzanî û Malikî bîstek berê dest pê kiriye. + + +Ebdulkerîm Liêbî, her wiha da zanîn, civîna Barzanî û alîkarê Malikî di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî nivîşkan maye lê dê piştî civîna Malikî û Barzanî dîsa were sazkirin. + + +Li gorî agahiyên Rûdawê, beriya ku civîna Serokwezîr Barzanî û Şehristanî dest pê bike her du alî dê bi şandên xwe re civîneke cihê saz bikin. + + +Şanda Herêma Kurdistanê îro (19.01.2014) danê sibê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi hevrêtiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês, endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî, wezîrê enerjiyê Dr. Aştî Hewramî, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên din çû Bexdayê. + + +Şanda Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser pirsên petrol û bûdceya Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, xortekî 4 endamên mala xwe kuşt paşê jî xwe kuşt. Polîs jî dibêje, sedema vê bûyerê nakokî û arîşeyên nav malbatê bûye. + +Li gorî ajanên îranî, roja pêncşema borî li nêzîkî bajarokê Kozanê yê Kirmaşanê, 5 kuştî ji aliyê hêzên polîs ve hatin dîtin. + +Derheqê bûyerê de, berpirsê polîsê Kirmaşanê Kerîm Kişverî ragihand, ew kesên ku hatine kuştin hemû endamên malbatekî ne. + +Li ser çawaniya kuştina wan kesan de jî Kişverî da zanîn, di encama lêkolînan de derket holê ku xortekî endamê malbatê destpêkê 3 birayên xwe û dayika xwe bi çiftê (çeka nêçîrê) kuştiye û paşê jî xwe kuştiye. +Li gorî wî polîsî, sedema bûyerê nakokî û arşeyên nav malbatê bûye. + + +Hesekê (Rûdaw) - Xwepêşandanên bajarê Hesekê berdewame ku cara siyemîne welatiyên wê derdikevin kolanan bi daxwazên federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê. + +Kesên ku bi vê xwepêşandinê rabûn bangekê dişînin ji hemû kurdên li Ewropayê ku xwepêşandanên xwe lidarxin li bajarê Cenêvê û silogana bilind bikin bi daxwazên federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê. + +Nêzîkî 15%ê welatiyên Sûriyê kurd in û piraniya wan belav dibin li herêma Cezîrê, Kobanê û Efrînê… + + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê pêr (18.01.2014) biryara beşdarbûna li kongreya Cenêv2 da, karvedanên cuda û cîwaz ji hinek aliyên opzisyonê û herwiha aliyên navdewletî derketin holê. + +Kemal Lebwanî ku ji Hevpeymaniya opozisyonê vekişiya ye bi tundî êrîşî Hevpeymaniyê û biryara beşdarbûna Cenêv2 kir û got armanca Cenêv2 rawestandina şoreşê û parçekirina Sûriyê ye. + +Berî salekê ji niha, Lebwanî di hevdîtinekê de ligel malpera Zeman el-Wesil ku roja 19ê çile yê 2013 an hatibû belavkirin, gotibû Amerîka dixwaze Sûriyê parçebike û fedraliyeteke Kurdî û Elewî damezrîne. + +Lê welatên Rojava ku weke hevalbendên opozisyonê tên naskirin, bi erênî û dilxweşî pêşwaziya biryara Hevpeymaniyê kirin. + +Di daxuyaniyekê de, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry biryara Hevpeymaniyê weke biryareke wêrek û li pêş wesif kir û got ew di berjewendiya gelê Sûriyê de ye. + +Wezîrê derve yê Brîtaniya, William Hague pêşwaziya biryara Hevpeymaniyê kir û tekez kir ku her çareseriyeke bi erêkirina her du aliyan tê wê wateyê ku Esed dê nikaribe ti rolê di siberoja Sûriyê de bilîze. +Ji aliyê xwe ve, di daxuyaniyeke çapemeniyê de, wezîrê derve yê Fransa, Laurent Fabius pesnê biryara hevpeymaniyê da û got tevî hemû kiryarên hovane yên rejîma Sûriyê ev biryar tê wateya peydakirina çareseriyeke aştiyane. + +Derbarê Şêweyê beşdarbûna Kurdan de, endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniyê Mihemed Xêr Bengo ji Rûdawê re ragihand ku biryare her pênc endamên komîteya pêwendiyên derve yên Encûmena Niştimaniya Kurd, Hemîd Hecî Derwêş, Ebdulhekîm Beşar, Ibrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno li Cenêv beşdar bibin. +Bengo diyar kir ku ji bo cîgirtina di nava şandeyê de, Hecî Derwîş yekem, Beşar duyem, Biro sêyem di rêzbendê de hatine binav kirin, ango eger tenê yek kes kurd dinava şandeyê de be, wê Hemîd Hecî Derwîş nûnertiya wan bike. +Derbarê hemahengiya bi PYDê re, Bengo da zanîn ku PYDê beşek ji Desteya Hemahengiyê ye û eger tevlî kongreyê bibin ew dê li gorî lihevkirina Hewlêrê bi yek nêrînê di kongreyê de tev bigerin. +Beşek ji kurdan dibêje ku dibe Cenêv2 bibe Lozana duyem û beşek ji opozisyonê jî dibêje ku dibe bibe Saykis- pîko ya Sûriyê, li bi her hal, Cenêv2 dê tenê Cenêv 2 be. + +Bexda (Rûdaw)- Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê hurgiliyên civîna navbera Şanda Herêma Kurdistanê Hikûmeta Bexdayê kir û da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gotiye ku wan gerentî ji şanda Herêma Kurdistanê wergirtine, lê Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî red kir ku beha ti gerentiyan kiribe. + +Piştî derbasbûna çend deqîqeyekê li ser civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî, Nûrî Malikî ragihand ku ";Nabe em li ser bermîlek petrol yan pere cuda bibin";. + +Di çarçoveya mehekê de ev bû cara duyem ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike, şanda yekem roja (25.12.2014) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir, şanda duyem jî bi Serkatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duh (19.01.2014) gihîşte Bexdayê. + +";Gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê nekiriye"; + +Berî ku şanda Herêma Kurdistanê bigihe Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê dixwar. Lê piştî bidawî hatina civîna ligel Nêçîrvan Barzanî, Malikî wiha ji Rûdawê re got: ";Min negotiya ezê budceya Herêm bibrim, lê min got ku pêwîste lihevtêgehiştin navebra Hewlêr û Bexdayê hebe bo çareserkirina arîşeyan";. + +Herwiha Malikî got: ";Gelo budce li ser çi bingehekê tê dariştin, tenê pişt bi dahata petrola başûr û naversata Iraqê girêdin, bê ku dahata petrola Herêma Kurdistanê bê hisab kirin?";, Malikî axevtina xwe berdewam dike û dibêje: ";Eger bi wî awayê be dê pişka Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17e ye ji dahata petrola Kurdistanê hisab bikin";, herwiha Malikî daxwaz kir ku budceya Iraqê ";Dahata petrola başûr û Herêma Kurdistanê di budceyê de be, û budceya giştî ji wê bê drustkirin û bi vî awayî ji sedî 17e ji pişka Herêma Kurdistanê bê xerç kirin";. + +Encûmeneke niştimanî bo petrolê + +Piştî bidawî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina pêşniyara xwe bo Herêma Kurdistanê derbarê çawaniya çareserkirina arîşeya petrol û budceyê navbera Hewlêr û Bexda, Malikî eşkere kir ku ";Pêwîste heta dereçûna yasa petrol û gazê li Iraqê, encûmeneke niştimanî bo petrolê bê pêk anîn, da proseya deranîn, girêbest û firotina petrolê di rêya wê re be, û wê nûnerê Herêma Kurdistanê jî di wê encûmenê de hebe";. + +";Me gerentî ji Kurdan wergirtiye"; +Di dirêjiya axevtinê xwe de, Nûrî malikî hinek ji naveroka civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî aşkere kir û got: ";Civîn baş bû. Herêma Kurdistanê bêy Bexda petrolê naşîne derve"; herwiha got: ";Şanda Herêma Kurdistanê gerentî da ku ew bêy Bexdayê petrola naşînin derve";. + +Di himber de Nêçîrvan Barzanî, di bersiva çend pirsyareke Rûdawê de got ku ji bo firotina petrola Herêma Kurdistanê ";Behsa ti gerentiyekê nehatiye kirin";. Herwiha rexne li Hikûmeta Iraqê kir û gor: ";Ew budceya ku niha li Parlamentoya Iraqê bi ti awayekî nayê qebûl kirin";. + +";Nabe petrol bi erzanî bê firotin"; +Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karubarên enerjiyê Hisên Şehristanî ji Rûdawê re got: ";Pêdviya Herêma Kurdistanê bi demekê zêdetir heye da pêşniyarên me dîrase bikin, lê rêkeftin li ser çarçoveyeke giştî em rêkeftin";. + +Herwiha hizra Şehristanî derbarê firotina petrola herêma Kurdistanê wek nêrîna Malikî bû ";Pêwîste şandin û firotina petrolê ne yek alî be, pêwîste nonerê wezareta petrolê, Herêma Kurdistan, parêzgehên ku petrolê berhem tînin û ew parêzgehên ku petrola wan nîne beşdarî wê piroseyê bibin û mîkanîzmeke hevpar bo firtoina petrolê bibînin";. + +Hisên Şehristanê behsa firotina petrola Kurdistanê kir û got: ";Divê petrol bi baştirîn nirxên cîhanê bê firotin û dahata wê biçe sindûqa (DFI)";, herwiha da zanîn ku wan ji ";Şanda Herêma Kurdistanê re got ku firotina petrolê bi nirxekî arzan nayê qebûlkirin, çi li Hewlêr be û çi li Besra be, divê tenê yek dest bo firotina petrolê hebe";. + +Şehristanê berî niha daxwaza birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ya sala 2014an kiribû, herwih gotibû eger Herêma Kurdistanê petrola xwe nefiroşe û dahata wê radestî Iraqê neke divê ew pere ji pişa wê di budceyê de bê birîn. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de pêşniyara Şehristanî red kir û jê re gotiye ku dê Herêma Kurdistanê petrola xwe bifiroşe û dê dahata wê jî di dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, û piştî deranîna ji sedî 17 û pereyên heqdesta kompaniyayên petrolê û budceya Pêşmerge, tiştê ku zêde bimîne dê radestî Bexdayê bê kirin, û ev pêşniyar ji aliyê Şehristanî ve nehat qebûl kirin. + +Ji aliyek din ve Şehristanî got: ";Herêma Kurdistanê dizane ku eger petrola Kurdistan neşîne derve wê demê dê dahat pêwîst di dest me de nebe ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bidin. Lê eger nehate şandin û hiceta wê ew bû ku ev li derveyê desthelata wan bû, bo nimûne tqandina boriya petrolê be, wê demê dê gotineke din hebe";. + +Dr. Qeywan Sîweylî* + +Hewlêr (Rûdaw) - Daxuyaniyeke cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarê Enerjiyê Dr. Husên Şehristanî balkêş û hilgira danûstandinê ye ku piştî derbasbûna projeya budceyê li encûmena wezîran, ji nûnerên kurd re hat gotin herin bo xwe petrolê bifiroşin û pereyên wê vegerînin bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tibaba beşê budceya 17 ji sedî ku ji Bexdayê tê. + + +Gelo Şehristanî ji çi nerîna şarezayî vê axaftinê dike? + +Di vir de bo lêkolînê vê babetê, em tibaba vegerandina pereyên firotina petrola Herêma Kurdistanê analîz dikin. Wiha dahata firotina tibaba 400 hezar bermîl petrola xav di rojekê de zelal dike. + + +Di vê lêkolînê de hemû ev hokarên ku di girêbesta dabeşkirina dahatê de PSA hate berçavkirin. + + +1- Texmîn dibe buhaya her bermîleke petrolê bi 100 dolarî be û ev buha di bazarên wizeyê de di dema salekê de tê sepandin. Her mirovekî şareza eger ji tevgera aborî û nirxa petrolê, di bazarên wizeyê de vekole naçe bin barê texmînkirineke wiha. + + +2- Texmîn dibe ti xerciyeke me ya din nabe, weke xerciya bo derbasbûna petrolê bo welatê Tirkiyeyê, xerciya rêvebirin, şandin û paşketinkirina ji benderên Ceyhan ku ev texmîn nedirust e, çiku bo her bermîlek petrola xav a şandî divê tibaba 10 dolar bo van xerciyan deyne. + + +3- Texmîn dibe em rojane bê westan dikarin di salekê de, wate 365 rojan, tev bi berdewamiya petrola xav berhem bînin û bişînin. Ev bi nerîna karê praktîkî û fîzîkî li nav hemû wêstgehên pakkirina petrola xav dîsa ne li cihê xwe ye û ne riyalît e. + + +4- Texmîn dibe petrola şandî bi rêya Tirkiyeyê, bi buhaya bazarên derve tê firotin ku li gor girêbesta navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê ne wiha ye û divê tibaba 50 ji sedî ji vê petrolê bi buhayeke guncaw û erzantir bide Tirkiyeyê û tibaba 50 ji sedî jê bo firotina bi buhaya bazarên derve, wate ev texmîna me jî li ser payeyeke lawaz hatiye danîn. + + +Tibaba petrola xav di rojekê de bi bermîl 400 hezar Roj di salekê de 365 Buhaya her bermîleke petrolê 100 dolar Milyar dolar tevaya giştî ya dahata salekê 14.6 milyar dolar Wate dahata firotina petrola salekê li Herêma Kurdistanê dibe 14.6 milyar dolar. + + +5- Texmîn dibe ev dahat bê gendelî digihe xezîneya Herêma Kurdistanê. Ew mirovê ku li Herêma Kurdistanê bijî û karîna bîrbirina wî hebe û eqlê wî dirust be naçe bin barê texmîna wiha. + + +Li cem me tevan eşkere ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor girêbesteke fermî ligel kompanyayên biyanî di warê petrolê de, biryara girêbesta dabeşkirina dahata firotina petrolê di nav xwe de pesend kir û tu nikar î lê poşman bibî, her pirsgirêkek jî di navbera wan de yekser diçe bo dadgehên Brîtanyayê bo çareserkirinê. + + +*Şarezayê di warê enerjiyê de. + +Helwêr (Rûdaw)- Piştî bidawîhatina civînan ligel Hikûmeta Iraqê li bajarê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva çend pirsyareke Rûdawê li ser pirsa pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku pêk anîna hikûmetê karekî ne hesane. + +Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû wiha ji Rûdaw re axivî: ";Ez nikarim bêjim dê hikûmet di filan demê de bê avakirin, lê danûstan û gotûbêjên me ligel hemû aliyan berdewamin da em bighin encamekê";. + +Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbarê helwêsta PDKê ji YNKê got di pirsa pêk anîna hikûmetê de got: ";Em Yekîtî wek hêzeke hevpeymanê xwe dizanin û em piştgiriya wê dikin da beşdarî hikûmetê bibe. wan biryara xwe dane ku dê bi awayekî cidî beşdarî di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê de bikin";. + +Derbarê pirsa bê gelo dê çend cîgirên Serwezîrê Herêma Kurdistanê di hikûmeta Bê de hebe? Swerokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî: ";Heta niha nehatiye yek alî kirin. Em mijûlê gotûbêjane li ser pirsa cîgirê Serokê hikûmetê û çi serokê parlamentoyê û çend pirsên din ligel aliyê din da em bigihin lihev tê gehiştinekê. Tiştê ku ez dixwazim bêjim prose ne hesane û zehmete. Lê Kurdistan niha pêdiviya wê bi yek dengiya hemû hêz û aliyên siyasî heye";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got: ";Hizar me ewe ku demek temam bidin da em bighin lihev tê gehiştinke hevpar. Em dixwazin hemû hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê beşdarî hikûmetê bibin. Yekîtiya Niştimanî, Komel, Yekgirtû û Gorran. Em dixawzin hikûmetekê drust bikin ku hemû alî di her çar salên bê de pêkve kar bikin ji bo wan pirsên girîng ên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin";. + + + +Hamburg (Rûdaw) - Malbata Sehdînê Egîd li bajarê Hamburg a Almanyayê dijî. Hevjîn Sehdînê Egîd û Emîne xwediyê çar zarokan e; Serhat(22), Derya û Duygu, herdu cêwî ne û 22 salî ne û Egîd (11). Derya û Serhat havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana Herêma Kurdistanê kirin. + +Malbata Sehdînê Egîd (Etdoger) ji bakurê Kurdistana wek penaber hatine Almanyayê. Ew ji gundê Qerşêxê yê li ser Paloyê ye û Emîne Etdogar jî gundê Caro yê heman navçeyê ye. Herdûyan jî dibistana seretayî xwendine. + +Sehdîn di sala 1990ê de wekî penaber hatiye Almanyayê. Serhat û dayika xwe di sala 1997ê de hatine Almanyayê. Di heman salê de Derya û Duygu xwe gihandine wan. Egîd di sala 2002ê de li Hamburgê hatiye dinyayê. Hemû zarokên malbatê bi awayekî serkeftî dibistana xwe qedandine û Egîd jî niha bi awayekî serkeftî xwendina xwe ya dibistanê berdewam dike. + +Serhat niha li bajarê Aachenê bijîjkî û kargeriya navnetewî û Derya jî li Marburgê bijîşkiyê dixwîne. Duygu li Hamburgê di warê tendirustî de perwerdeya karbendî pêk tîne û dixwaze dûre bijîşkiyê bixwîne. Zarok li malê bi dêbavên xwe re bi dimilî diaxivin lê ew hem dimilî û hem jî almanî bi hevre danûstandinê dikin. + +Hemû zarokên malbatê endamên komela Komkarê ya Hambûrgê ne û di nava rêxistina ciwanan ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Komciwanê de çalak in. Bavê wan jî ji berê ve endamê Komkarê ye. Wan ji zaroktî ve di bin banê heman komelê de di nava komên folklor, mûzîk û şanoyê de cih girtiye. Derya niha di nava Komciwanê de karê çandî û Serhat jî yê ragihandinê dike. Dêbavan giringiyeke mezin daye pirrzimanî û pirrçandiya li Almanyayê. Vê yekê bandor li zarokên wan jî kiriye. + +Serhat û Derya havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana başûrê Kurdistanê kirin. Wan di serdana xwe de gellek sazî û partî ziyaret kirin. Derya vê serdana xwe wiha bilêv dike: ";Me cara yekemîn di nava axa azad ya Kurdistanê de gerek pêk anî. Ev yek ji bo me kêfxweşiyeke bêhempa bû. Me dixwast ezmûna Kurdistanê bi çavên xwe bibînin, bi dezgehên hûnerî, çandî, civakî û sîyasî re û bi taybetî jî bi dezgehên ciwanan re pêwendiyan pêk bînin. + +Me bajarên wekî Duhok, Hewlêr, Barzan, Amêdiyê û Laleş zîyaret kirin. Dema em li Kurdistanê bûn, xebatên hilbijartinê hebûn. Me çavderiya çalakiyên hilbijartinê kirin. Ji bo me dîtina Kurdistana azad bextewariyeke mezin bû."; Derbarê bandora herî mezin ya li wan jî bûye, Derya wiha dibêje: ";Bi taybetî serîlêdana baregaha penaberan ya Domîz bandoreke mezin li ser me pêk anî."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibe, sêşemê, saet 10ê sibehê bi dema Qamişlo, Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê dê hikûmeta Demî ya Kantona Cezîrê ragihîne. + +PYDê, rêxistinên cuda yên bi ser ve, hinek aliyên ereb, xiristyan û partiyên kurd, bi şêweyekî yekalî û bêyî Encûmena Niştimanî ya Kurd projeya Rêveberiya Demî ragihandibûn û gavên cîbicîkirina vê projeyê bilez û çalak kiribûn. + +Roja 6ê çile, Encûmena Demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê li bajarê Amûdê civiyabû û pirojeyên Rêveberiyê gengeşe kiribûn û pejirandibûn. + +Di projeya Rêveberiya Demî de, herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser sê kantonên cuda, Cezîre, Kobanî û Efrînê hatine dabeşkirin û ti navnîşana kurdî yan jî kurdistanî li ser wan nehatiye sepandin. + +Li gorî zanyariyên çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna ragihandina hikûmeta demî jî dê li Navenda Çand û Hunerê li bajarê Amûdê bê lidarxistin. + +Roja 27ê tîrmeha 2013an, hêzên Asayişê û YPGê yên ser bi PYDê ve xwepêşanderên sivîl gulebaran kiribûn û her wiha avêtibûn ser navend û paregehên çend partiyên kurd li bajarê Amûdê û di encamê de heft kesan canê xwe jidest dabûn û hejmareke din jî birîndar bibûn. +Derbarê hêmayên vê gava PYDê, Nûnerê Encûmena Niştimanî ya kurd di Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê de, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got: ";her ku karekî girîng ji bo pirsa gelê kurd û Sûriyê tê kirin, PYDê karekî taybet bi xwe dike da ku balê ji ser vî karî bidin alîkî";. + +Biro diyar kir ku mebest ji ragihandina hikûmeta demî tenê rojekê berî lidarxistina Cenêv2 ew e ku helwesta kurdî û nûnerên kurdan di kongreyê de bên lawaz kirin. + +Biro got qonaxa lidarxistina kongreya Cenêvê ji bo gelê Kurd û Sûriyê qonaxeke pir girîng e û ew dixwazin hemû karînên xwe li ser vê qonaxê fokalîze bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya polîsên Hewlêrê ragihand ku jineke temen 24 salî xwe di mala xwe de xeniqand. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan xoşnav got: ";Îro (20.01.2014) li bajarê Hewlêrê jineke temen 20 salî xwe di mala xwe de xenqand";. + +Herwiha Karwan Xoşnav ragihand ku termê wê jinê bo pizîşkê dadwerî yê bajarê Hewlêrê ji bo encamdana lêkolînan. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê eşkere kir ku hêzên polîs dest bi lêkolînan li ser vê bûyerê kirine. + +Hêjayê gotinê ye ku gelek car bûyerên bi vî awayî ji ber nakokiyên civakî tên encamdan. + + + +Almanya (Rûdaw) - Bi taybetî babetên mîna dozên namûsê yên di nava malbatên kurd de li gellek welatên Ewropî dikevin di rojeva medyaya herêmî û ya netewî ya van welatan de. Vê carê jî çîroka zexta malbateke kurd ya li ser keça wan bû mijara rojnameyên li eyaleta Baden Wurtenberg a Almanyayê. Keça kurd ya bi nasnav Aylîn N. ku niha 30 salî ye, ji ber gumanên dayika xwe û hewle zewicandinê ji malê reviya û niha li cem xaltiya xwe dijî. Ew niha li xanî û kar digere û dixwaze ji vir û pê de jiyana xwe bi serê berdewam bike. + +Li gor dezgehên medyayê yên herêmî yên eyaleta Baden Wurtenbergê, Aylîn niha li derdora bajarokê vê eyaletê yê bi navê Lorach dijî û heta demeke kurt ew li eyaleta Nordrhein Westfalenê ligel malbata xwe dijiya. Malbata wê di salên 1970an de bi armanca karkirinê ji Bakurê Kurdistanê tê Almanyayê. Li gor gotinên Aylin N. malbata wê wekî parçeyekî civaka Ewropî tevdigeriya û di nava malbatê de kesî jî destmal wernedigirt: ";Ez jî wekî hevalên xwe yên li dibistanê mezin bûm. Li ser meseleyên din yên şertên olî jî malbata min ti caran zext li min nekir. Li ser rojîgirtin û nimêjê jî malbata min qet zext li min û herdu birayên min nedikir. Tenê li gor keçên di temenê min de, min nedikarî bi serbestî biçim cem kurikan."; + +Dayika wê ji ber nebûna daxwaza zewacê dikeve gumanan + +Di nava demê de birayên Aylînê wekî herkesî heryekî keçekî nas dikin û dizewicin. Ew jî dixwaze rojekî wekî wan kesekî bi dilê xwe peyda bike û dûre bizewice. Lê belê di vî warî de ecele nake. Aylîn N. diyar dike ku piştî temenê wê dibe 25 salî, zexta dêûbavan li ser wê destpê dike. Ew vê zextê wekî ";terora psîkolojîk"; bilêv dike. Wê heta wê demê hay ji dêbavên xwe yên ku teqawît bûne dima. Heta wê demê jî fikra zewacê jî di serê wê re derbas nedibû û ji kesên jê pirs dikirin ka çima nazewice jî, wê ev bersiv dida: ";Hêj nebûye nesîb."; Lê belê dayika wê ji nebûna wê ya daxwaziya zewacê dikevê gumanan. Dayik difikire ku ji ber keça wê ji keçûkbûnê ketiye, ew ditirse ku bizewice. Ev guman dibin sedem ku dayika wê çavdêriya wê li dikana kozmetîkê ya ku ew kar dike bike, telofona wê ya destan kontrol bike û pê re jî herdem li takometra otomobîla wê binêre ka ew çend kîlometreyan dike. Herwiha dayika wê herdem dixwaze ku keça wê biçe dawetan, ji bo xelkê nas bike. Li gor baweriya dayika wê, ewê bi xêra dawetan kurekî ku pê re bizewice nas bike. Lê belê bi her birsiva ";na"; ya Aylîn re gumanên li ser zêdetir dibin. Bi vê yekê zexta li ser wê jî roj bi roj zêdetir dibe. Lê belê Aylîn herdem heman bersivê dide: ";Tenê ji ber ku zarokên min çêbibin, ezê bi neqandina tiliyan bi tikesî re nezewicim."; + +Daîreya kar û rojnameyên herêmî piştgiriya wê dikin + +Aylîn piştre biryarê dide ku ji mal bireve. Ew beyî ku ti gumanan durist bike, bi mixaletiyê xwe re ji eyaleta Nordrhein Westfalinê tê herêma Lorach ya ku dikeve sêkuçkiya Almanya, Swîsre û Fransayê. Ew bê amadekarî ji malê reviya û niha jî li herêma Lorachê hem li karekî û hem jî li xaniyekî digere. Di vî warî de niha Daîreya Kar jê re dibe alîkar. Rojnameyên herêmî jî bi belavkirina hejmara telefon û navnîşana berpirsa Daîreya Kar ya Aylîn hewl didin piştevaniya wê bikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Derheqê avakirina parêzgehek nû li Rojhilatê Kurdistanê, rêxistina Besîc a Îranê jî dengê xwe kir. Serokê rêxistina Besîc, Mihemed Riza Neqdî di serdana xwe ya Rojhilatê Kurdistanê de ragihand, damezirandina parêzgehek nû bi navê Kurdistana Bakûr mîna hemû parêzgehên din ên welêt li gorî qanûnan dibe. Azerî jî dibêjin, emê kefen li xwe bikin û dakevin kolanan. + +Mihemed Riza Neqdî, her wiha diyar kir ku ev mijareke îdarî ye û nabe li nav kolan û medyayê de bê gotûbêjkirin. + +Neqdî behsa nakokiyên navbera gelên kurd û azerî li parêzgeha Ormiyê jî kir û got, nabe em bi hinek gotinan nakokiyê bixin navbera gelan û yekbûna netewî bixin metirsiyê. + +Ev gotinên serokê rêxistina Besîc rastî nerazîbûna tund a hinek kesan hat ku xwe wek parêzerên xaka Azerbaycanê û şûnketiyê tund ên mezheba şîe û aşiqên Ehlî Beyta pêxember dibînin. + +Ew kesên han di daxuyaniyekê de kurdan wek qaçaxçî û neyarê îmam Elî bi nav dikin û dibêjin, serokê rêxistina Besîc, li Mehabadê behsa perçekirina parêzgeha Omriyê kiriye û dilê neyarên îmam Husênê kurdê îmam Elî xweş kiriye. + +Ev azeriyên tund her wiha rexne li nûnerên azerî yên Ormiyê û zanayên ayînî yên şîe digirin ku li hember van gotinan bêdeng mane. + +Wan kesan her wiha gefa wê jî xwarine ku eger pêşiya daxwaziyên kurdan li Ormiyê neyê girtin dê kefen li ber bikin û dakevin kolanan. + +Parvekirina parêzgeha Ormiyê beriya niha ji aliyê nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê Osman Ehmedî, hatibû rojevê. + +Ehmedî daxwaz kiribû, li başûr û başûrê rojavayê Ormiyê, parêzgehek nû bi navê Kurdisttana Bakûr bê avakirin û navenda wê jî bajarê Mehabadê be. + +Ev di demekî ye ku li gorî benda 9 a qanûna avakirina parêzgehan a Îranê, her parêzgehek divê herî kêm milyonek nifûsa wê hebe û navenda wê jî yek ji wan bajaran be ku parêzgeh jê pêk hatiye û mercên yên siyasî, aborî, çandî, sirûştî û civakî ";guncaw"; be. + +Li gorî vê qanûnê, eger parêzgeha nû ya kurdî tenê ji bajarên kurdî yên dikevin başûrê Ormiyê, mîna Bokan (224 hezar û 628 kes), Mehabad (215 hezar û 529 kes), Serdeşt (111 hezar û 590 kes), Pîranşar (123 hezar û 639 kes) û Neqede (121 hezar û 602 kes) pêk were sifûsa wê digihîje nêzîkî 800 hezar kes, wate ji milyonekê kêmtir e û eger li bajarê Şino jî lê bê zêdekirin nifûsa wê dibe nêzîkî 900 hezar kes dîsa jî têrê nake. + +Li gorî hinek aliyan, bajarê Neqede ji ber ku jibilî kurdan azerî jî tê de dijîn, dema bi parêzgeha nû ya kurdî ve were girêdan wê çaxê îhtimala hinek alozî û tevliheviyên etnîkî û siyasî jî heye. + +Yek ji parêzgehên din ên nû ku behsa wê tê kirin, parêzgeha Zagros e ku beşek ji parêzgeha Loristanê daxwaza wê dikin û pêşniyar dikin ku bajarê Birûcêrdê ku dikeve rojhilatê Loristanê, bibe navenda wê. Helbet jibilî navê Zagros, navên mîna Bûstan, Birûcêrd û Loristana Rojhilat jî tên pêşniyarkirin. + +31 parêzgehên Îranê heye. Di warê nifûsê de Tehran ji hemû parêzgehan mezintir û parêzgeha Îlamê jî hemûyan biçûktir e, di warê rûber û firehbûnê de jî Kirman ji hemû parêzgehên din ên Îranê mezintir û Elborz jî ji hemûyan biçûktir e. + +Serokê rêxistina Besîc a Îranê, Neqdî-Li bajarê Mehabadê + +Brûksel (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de dibe mêvanê Parlamentoya Yekitiya Ewropayê (YE) û axaftinekî li ser rewşa Kurdistan û Iraqê pêşkêş dike. + +Li gorî daxuyaniyeke Parlamentoya YE ku kopiyek gihîştiye Rûdawê, Barzanî dê sibê (21.01.2014) saet 16:00 bi dema Hewlêrê, li Parlamentoya YEê amade bibe û axatinekî li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî ku Barzanî axaftina xwe pêşkêş kir dê endamên parlamentoyê pirsan jê bipirsin û ew dê jî bersiva wan bide. + +Di daxuyaniyê de behsa naveroka pirsyaran nehatiye kirin lê tê pêşbînîkirin pirsên endamên parlamentoyê li dora mijara axaftina Barzanî bin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo gotbêjkirina bi serok û rayedarên welatên Ewropa û beşdarî di civîna aborî ya Davosê li Swîsra, roja 15ê vê mehê ber bi Ewrop bi rê ket. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Polîtburoya YNKê ragihand, îhtimala wê ye ku kongreya YNKê paş bikeve. Serokê komîteya amadekariya kongrê jî dibêje, paşxistina kongrê di destê me de nîne. + +Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandiye, dê roja 31ê Çileya îsal çaremîn kongreya xwe li dar bixe lê li gorî ku xuya ye îhtimal heye kongre were paşxistin. + +Derheqê vê yekê de, endamê polîtburoya YNKê Şoriş Îsmaîl, ji malpera fermî ya YNKê re gotiye, dibe ku kongreya YNKê ya 31ê vê mehê were paşxistin. + +Li gorî wî berpirsê YNKê, serokatiya YNK dê li ser vê daxwazê nîqaş bike çimkî gellek kes vê yekê dixwazin. + +Serokê komîteya amadekariya kongrê û kargirê polîtburoya YNKê, Hakim Qadir Hemecan, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, em dê hemû amadekariyên xwe bikin da ku kongre di dema xwe de were lidarxistin lê paşxistina kongrê di destê me de nîne. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl û Berhem Salih dixwazin kongre di dema xwe de were sazkirin lê endamên polîtburoyê bûne du perçe: hinek dibêjin divê di dema xwe de bê lidarxistin û hinek jî dibêjin bila were paşxistin. +Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî kurd ji gundekî Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi karekî xwe, serokkomar û wezîrê perwerdeya Îranê li ser rewşa şagirtekî nexweş agahdar dike û ew jî soza çareserkirinê didin wî şagirtî. +Di çend rojên borî de wêneya mamosteyekî serkurkirî ji bo şagirtekî xwe yê nexweş ku porê wî weşiyabû, li ser tora civakî ya facebookê berdewam belavbûye. Mamoste Elî Mihemedyanî dema ev wêneya xwe li ser facebooka xwe belav dike, li ser dinivîse "Ez û Mahan alerjiya mû di serê me de heye." Ev çîrok bi sedema raporta televizyona dewleta Îranê digihe guhê berpirsên bilind ên Îranê. Piştre Hesen Rûhanî wî vedixwîne Tehranê û wî xelat dike. Biryarê jî dide çareserî bo vî şagirtî bibe. +Elî Mihemedyanî di vî warî de ji Rûdawê re got, "Komîteyeke pispor ji 11 kesan ji zanîngeha Razî ya Tehranê pêk hat da ku lêkolînê ji nexweşiya Mahan bikin. Nimûneya pişkinînê ya bijîjkê wî hate şandin bo Almanyayê û biryar e di 2 heftiyên bê de bersiva wê vegere." +Mahan Rehîmî (8) ji pola duyem a seretayî ye, ji gundê Şêx Şeltût ê navçeya Merîwanê ye li rojhilatê Kurdistanê, ku li gor gotina bavê wî sibehekê ji xew radibin û dibînin mû bi serê Mahan ve nemaye. +Piştî kêmî mehekê nenûkên wî jî diweşin. Bavê Mahan dibêje, "Me serdana gellek doktoran kir. Lê ne nexweşiya Mahan hat naskirin û ne derman jê re hebû." Êdî ew ji çareseriya nexweşiya Mahan bêhêvî dibin. +Mamoste Elî dibêje, şagirtên din tinazên xwe bi Mahan dikirin, wî jî bo ku dilê Mahan xweş bike, biryar da karekî bike êdî zarok tinazên xwe bi Mahan nekin: "Min biryar da serê xwe kur bikim. Pirr kêfxweş im ku niha rewşa Mahan baş e û ew karê min bû sedema wê yekê ku berpirsên Îranê hewla çareseriyan nexweşiya wî didin." +Berî berpirsên hikûmetê li Merîwan û Tehranê, xelkên Merîwanê rêzdariya karê mamoste Elî kirin. Wan nîşanek li kolana Merîwanê daliqandin û karê wî mamosteyî bilind nirxandin. Piştre rêveberiya perwerde ya Merîwanê, Elî wek mamosteyê nimûne destnîşan kir. +Ew karê mamoste Elî gellekî deng veda û wêneya vî mamosteyî û şagirtê wî dakete ser pûlên postaya Îranê. Karê Mamoste Elî deriyê hêviyê bo hemû şagirtên din ên nexweş, ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, lê belê li hemû Îranê vedike. +Li gor gotina Mamoste biryar e komîteyek pêk bê bo dîtina wan zarokên ku li hemû dibistanên Îranê nexweş in da ku nexweşiya wan çareser bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Rojhilatê Hewlêrê ragihand, li bajarê Koyê yê Başûr Kurdistanê berpirsekî rêxistina El Qadîdê ji aliyê tîmên asayişê ve hatiye girtin. + +Rêveberê ragihandina asayişa rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, piştî lipeçûnek hûr û bidestxistina agahiyan îro danê êvarê ";terorîstekî mezin"; li bajarê Koyê hat girtin. + +Adil Yasîn da zanîn, ew tohmetbar iraqî ye û temenê wî jî 40 sal e. + +Yasîn eşkere kir ku ew terorîst, berpirsê çalakiyên terorîstî yên rêxistina El Qaîdê li devera Tacî ya Bexdayê bû ku ji girtîgeha Ebû Xurêb a Bexdayê reviyabû. + +Wî berpirsê asayişê ragihand, piştî ku ew terorîst hat girtin li xwe mukir hat ku di encama êrişek çekdarî de ji girtîgeha Ebû Xurêb reviyaye û çûye Koyê û xwe li wir veşartiye. + +Adil Yasîn, got ku piştî ku ew tohmetbar girtin şandin asayişa Silêmaniyê. + +Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa D a Amedê Adnan Yalçîn û Şemsedîn Kargili ku ji ber nexweşîyên pençeşêrê rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê rewşa wan giran e. Yalçin hîn di bin çavdêriya tund de ye. Kargili jî, ji ber rîska jiyanê nayê emeliyatknirin û rewşa wî giran e. + +Girtiyên siyasî ji ber ku nayên dermankirin û nayên berdan roj bi roj rewşa wan giran dibin. + +Heta niha li gorî rapora Komela Mafên Mirov (ÎHD), 544 girtiyên nexweş hene û 163 girtî di sînorê mirinê de tekoşîna jiyanê didin. Ji van girtiyên nexweş 2 girtiyên rewşa wan giran Adnan Yalçîn ê pençeşêra kolonê û Şemsedîn Kargili yê pençeşêra gurçikê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin. + +Yalçin û Kargili demek dirêj e li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hatine razandin û li benda tedawiyê ne. Adnan Yalçin 2 hefte berê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û hefteya borî di emeliyatê de kirîza dil derbas kiribû. Hat zanîn ku îro ji beşa tedawiyê derxistin û şandin rewîra girtiyan. + +Doktorê Yalçîn, Mervan Ferda, diyar kir ku wan Yalçîn ji nexweşiya kolonê emeliyat kir û anî ziman ku rewşa Yalçin hîn giran e. + +Yek ji girtiyê nexweş ê rewşa wî giran jî Şemsedîn Kargili ye. Kargili, bi nexweşiya pençeşêra gurçikê ketiye û li benda emeliyatê ye. Li gorî agahiyan, malbata Kargili hefteyê 2 rojan dibin nexweşxaneyê û dîsa dişînin girtîgehê. + +Divê Şemsedîn Kargili ji gurçikên xwe bê emeliyatkirin, lê ji ber rîska jiyane nayê emeliyatkirin. Doktoran jî diyar kirin ku rewşa Kargili xerab e. + +Qamişlo (Rûdaw)- Civîna encûmena danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Di civînê de dê encûmena cîbicîkar a kantona Cezîrê bê hil bijartin. + +Peyamêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku berpirsên civînên nehêtşin tima Tora Medyayî ya Rûdawê civîna îro bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di civînê de ku 86 endam ji koma 91 endaman beşdar in, dê hikûmeta kantona herêma Cezîrê bê hilbijartin ku tê çaverêkirin ji serok û 2 cîgirên wî û herwiha 22 wezaretan pêk were. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ekrem Hiso ji bo serokatiya hikûmeta kantona Cezîrê û kesatiya Ereb Hisên Ezam û kesatiyeke Xristyan wek cîgirên wî hatine destnîşankirin. + +Li gor zanyariyên ku belav bûne Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê ye wek wezîrê têkiliyên derve hatiye destnîşankirin. + +Rûdawê telefona Salih Gedo kir ji bo ku wan zanyariyan piştrast bike, Gedo ew yek red nekir û tenê got ku rêveberiya demî dê îro bê ragihandin. + +ENKSê ku ji 14 partiyên Kurd û gelek rêxisinên xortan û kesatiyên serbixwe pêk tê biryar daye ku tevlî rêveberiya demî nebe û ji Partiya Çep a Demokrat û Partiya Çep a bi serokatiya Mihemed Mûsa xwestiye ku xwe ji rêveberiyê vekişînin. + +Rêveberiya demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan hat ragihandin. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamekî serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji ber Mela Bextyar û Seidî Ehmed Pîre li dervey welatin, civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya YNKê hat paşxistin. + +Biryar bû îro sêşemê Encûmena Serkirdatiya YNKê civînekê li dar bixe û tê de biryar bide bê kongreya YNKê dê di dema xwe ya diyarkirî de (31/1/2014) bê lidarxistin yan dê were paşxistin. + +Endamê serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber amadenebûna berpirsê kargêrî yê Polîtbîroyê Mela Bextyar û endamê Polîtbîroyê Seidî Pîre, civîna îro hat paşxistin. + +Eseserd diyar kir ku heta niha ew yek yekalî nebûye bê kongre dê di dema xwe de bê lidarxitin yan na. + +Eseserd herwiha got ";Herçende li gor peyrewa navxwe dibe kongre di dema xwe de bê lidarxistin, lê her roj daxwazên paşxistina kongreyê zêde dibin û divê civîna Encûmena Serkirdatiyê biryar li ser lidarxistin an jî paşxistina kongreyê bide."; + + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku di 12ê mijdara 2013an ji aliyê PYDê û çend partiyên din amadekariya wê tê kirin, îro rêveberiya demkî li kantona Cezîrê ragihand. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku di civînê de serokatiya rêveberiyê li Cezîrê û 20 wezîrên wê hatin hilbijartin û piştre hemûyan bi her sê zimanên kurdî, suryanî û erebî sûnda yasayî xwarin. + +Herwiha dîwana encûmena yasadanînê ya demkî ku ji 5 kesan pêk tê, hat hilbijartin. + +Navên endamên desteya serokatiyê û wezîrên rêveberiya demkî li kantona Cezîrê wiha ne: + +Serokatiya rêveberiya demî li Cezîrê: + +Serok: Ekrem Hiso (Kurd) + +Cîgir: Îlîzabêt Goriyê (Suryan) û Hisên Ezam (Ereb) + +Wezîrên rêveberiya demî li Cezîrê + +Wezîrê Têkiliyên Derve: Salih Gedo (Kurd) + +Wezîrê Bergiriyê: Ebdilkerîm Sarûxan (Kurd) + +Wezîrê Navxwe: Kenaan Berekat (Kurd) + +Wezîrê Şaredariyan: Edbilmesîh Coxo (Suryan) + +Wezîrê Darayî: Remziye Mihemed (Kurd) + +Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî: Dijwar Ehmed Axa (Kurd) + +Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê: Mihemed Salih Ebdo (Kurd) + +Wezîrê Çandiniyê: Salih el-Zobeh (Ereb) + +Wezîrê tendirustiyê: Ebdilmecîd Sebrî (Kurd) + +Wezîrê Bazirganiyê: Sîham Qeryo (Suryan) + +Wezîrê Malbatên Şehîdan: Rêzan Kêlo (Kurd) + +Wezîrê Rewşenbîrî: Nihawend Mihemed Hesen (Kurd) + +Wezîrê Veguhestinê: Mihemed Hesen el-Ebûd (Ereb) + +Wezîrê Werziş û Ciwanan: Mihemed Îsa Fatimê (Kurd) + +Wezîrê Jîngeh, Geştyarî û Şûnwaran: Luqman Ehmê (Kurd) + +Wezîrê Karûbarên Olî: Şêx Mihemed el-Qadirî (Ereb) + +Wezîra Karûbarên Jinan: Emîne Omer (Kurd) + +Wezîrê Mafên Mirovan: Senharîb Bersûm (Suryan) + +Wezîrê Kontrolkirina Bazarê: Fener Hesen Gihêt (Ereb) + +Wezîrê Gihandinê: Telal Mihemed (Kurd) + +Wezîrê Dadê: Ebdilhemîd Bekir (Kurd) + +Wezîrê Enerjiyê: Silêman Xelîl (Kurd) + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Desteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku herçend di şerê ku di encama bihara erebî de Kurdan zirar dîtibe jî, lê wê gelê Kurd ji van şeran yê herî serkeftî derbikeve. + +Bayik di hevpeyvînekê ligel telefîzyona fermî ya Rûsya de diyar kir ku di nexşeya ku di salên 1990yan de ji bo Rojhilata Navîn a mezin hatî çêkirin de, nexşeya Kurdistanê heye û wa diyare ku Kurdistan wê bibe movika pişta Rojhilata Navîn. + +Cemîl Bayik got ";Li Rojhilata Navîn lîstika şerê cîhanê yê siyemîn tê lîstin, sîstema sermayeya hemdem ku welatên Rojava pêşkêşî jê re dikin, dixwazin nexşeya herêmê li gor berjewndiyên xwe biguherînin";. + +Hevserokê KCKê herwiha got ";Tirkiyê di krîza Sûriyê de bi dijmantiya Kurdan de kêmasiyeke kujek û stratejîk kiriye";. + + +Îlam (Rûdaw)- Parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê yek ji parêzgehên herî zengîn bi xwedîkirin û berhemanîna masî û zîndewerên avî ye, ne tenê li Rojhilatê Kurdistnê lê li seranserê Îranê. + +Li gor amarên fermî, di sala 2013an de li parêzgeha Îlamê bêtir ji 6 hezar ton masî berhem hatine. + +Seqaya taybet ya parêzgeha Îlamê alîkariya xwedîkirina masiyan, zîndewer û ajelên avî dike bi taybet masiyên ji curê Qizil Ala. + +Herwiha li gorî amaran nêzîkî 200 navendên xwedîkirina masiyan li parêzgeha Îlamê hene ku salane bêtir ji 6 hezar ton ji ajelên avî berhem tîne, û wan dişîne bazarên Îlamê,Rojilatê Kurdistanê, parêzgehên Îranê û welatên derve. + +Îlam parzêgeheke veqetandiye û rêjeya bêkariyê di astekî bilind de ye, û bi sedema şerê 8 salî navbera Îran û Iraqê ziyaneke mezin gihîşte wê parêzgehê, lê heta niha Îlam bi awayekî baş ji aliyê hikûmeta Îranê ve nehatiye qerebûkirin. + +Hebûna çendîn rûbar û bendav wiha kir ku hikûmeta Îranê girîngiyê bide pêşxistina xwedîkirina zîndewerên avî û sûd wergirtin ji beşek biçûk ya wê parêzgehê. + +Bi nêrîna şarezayên vî warî, seqayeke baş li Rojhilatê Kurdistanê heye ji bo xwedîkirin û berhemanîna masî û zîndewerên avî, herwih pêşxistin û girîngîdan bi vî warî dibe sedema peydakirina derfetên kar bo xwendekarên zanista ajelên avî. + + +Hewlêr (Rûdaw/ANHA) - Piştî ku rêveberiya demkî li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Hesekê yên kantonê xelk daketin kolanan û pîrozbahî lidar xistin. + +Qamişlo + +Pîrozbahî li Çerxerêya Munîr Hebîb a li Taxa Xerbî hate lidarxistin. Li qadê ji bo pîrozbahiyê dikek mezin hate avakirin û kolan bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hatin vekirin. Dîsa alên YPG’ê û pankartên wekî, ";Ragihandina rêveberiya xweser ji bo gelê Rojava pîroz be";, ";Vîna gelan di ser her biryar derve re de ye"; hatin vekirin. + +Di şahiya ku jin û zarokan bi cilên xwe yên herêmî bal kişandin de, girse piştre bi karwanekî wesayîtan li nava bajar geriya û rêveberî pîroz kir. + +Dêrik + +Li bajarên Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê welatiyan damezarandina Meclisa Rêvebir a dem pîroz kirin. + +Piştî ku îro Meclisa Zagonsaz a rêvebiriya xweseriya demokratîk li bajrê Amûdê civiya û di civînê de Meclisa Rêveir hate damezrandin, welatiyên bajarê Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê daketin kolanan û damezrandina Meclisê pîroz kirin. + +Li bajarê Dêrikê di saetên sibehê de camiyên bajêr banga şahî û pîrozbahiyan kirin, welatiyên bajêr daketin kolanan û şekir û şêranî belav kirin. Her wiha karwanên erebeyan li kolanên bajêr geriyan. Hêzên asayişê jî di vê navberê de ji bo ewlehiya welatiyan dewriyên xwe zêde kirin. + +Welatiyên bajêr ji ANHA`ê re axivîn û kêfxweşiya zwe anîn ziman, welatiyan diyar kir ku ev rojeke dîrokî ye û hêvî kirin ku bibe egera aşîtî û jiyana hevbeş. + +Girkê Legê + +Li bajarê Gikrkê Legê jî bi sedan welatî kerwanê wesayitan li nava kolanên bajar û bajaroka Rimêlan geriyan. Paşê bi sedan welatî li bavenda sûka bajêr kom bûn û şahî lidar xist. + +Hesekê + +Bi hezaran welatî li ber Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Miftî kom bûn û pîrozbahî lidar xistin. Li qada ku bi rengan hatibû xemilandin, pankarta ";Em îlankirina xweseriya demokratîk pîroz"; hate vekirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi stranên koma muzîkê ya zarokan dom kir. Piştre Endama TEV-DEM’ê Welîda Botî axivî û rêveberî li gel pîroz kir. + +Tirbespiyê + +Li bajar hemû saziyan avahiyên xwe bi rengên keskesorê xemilandin. Her wiha welatiyan bi karwanekî wesayîtan li nava bajar pîrozbahî lidarxist. Piştre li Çerxerêya Azadiyê ku bi wêneyên cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de bênavber sloganên ku rêveberiyê pîroz dikin hatin berzkirin û stran hatin gotin. + + +Enqere (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê hewlên sazkirina konferanseke îslamî didomin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dixwaze konferansekê bi navê " konferansa îslama demokratîk" pêk bîne, lê çend kom û fraksiyonên îslamî rexne li nav û naveroka konferansê dikin. + +Biryar e serê meha Adarê li bajarê Amedê li ser bangawazîya reberê PKKê Abdullah Ocalan konferansek îslamî ji aliyê KCDê ve were lidarxistin. + +Li alîyekî amadekarîyên konferansê berdewam dikin li alîyê din jî rêxistinên mîna Însiyatîfa Azadî û çend komele û saziyên îslamî yên Kurdistanê li ser nav û rêbaza konferansê rexneyên xwe tînin ziman. + +Însiyatîfa Azadî dibêje, navê konferansê bila ne konferasa îslama demokratik be , însiyatîfê bi daxuyanîyeke nivîskî pêşnîyar kir ku navê konferansê " Konsferansa Îslamê ya Kurdistanê" be. + +Serokê komîsyona lekonînên îslamî Nûredîn Sonmez bersiva Însiyatifa Azadî da û wiha got:Ev kelîme wekî yên ku dinirxînin tiştekî şeklî ye, yanî eslî nîne. Ji me re esil muhîm e. demokrasî di îslamê de heye. Em wisa dinêrin..."; + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meha Cotmeha sala 2013ê di hevdîtineke xwe ya digel parlementerên BDPê de daxwaza lidarxistina konferansa îslama demokratîk kiribû. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Parlamentoya Yekitiya Ewropayê li Brûkselê axaftinek pêşkêş kir û ragihand, kurd li Iraq û Rojhilata Navîn sedema aramiyê ne nek aloziyê. Barzanî her wiha ji Yekitiya Ewropayê xwast, nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke û piştevaniya kurdan û mafên wan bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (21.01.2014) li paytexta Belçîkayê, Brûkselê, li ser vexwandina Kîmsyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Yekitiya Ewropayê, li parlamentoyê axaftinek pêşkêş kir. + +Barzanî di axaftina xwe de behsa êş û azarên gelê kurd û komkujî û jenosîdên ku li dijî gelê kurd hatiye kirin, kir û ragihand, kurdan ewqas zilm û zordarî dîtin lê dîsa jî negotin emê tola xwe vekin, li şûna wê rûpelek nû vekirin û rêya aramiyê dan pêşiya xwe. + +Serokê Herêma Kurdistanê, anî ziman ku jixwe yek ji tiştên ku bûye sedema geşekirin û pêşketina Kurdistanê, aramiye wê ye û vê yekê hîştiye ku gellek şîrketên cîhanî li Kurdistanê berhemanînê bikin û wiha axivî: ";Ez tenê vê bêjim, yek ji nîşanên geşekirina Kurdistanê zêdebûna dahata tak e, çimkî dahata tak beriya sala 2003an ji 500 dolaran kêmtir bû lê niha zêdetirî 5 hezar dolar e."; + +Mesûd Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi alîkarî û ezmûnên Ewropa heye da ku bikaribe xwe bi awayekî modern pêş bixe û wiha got: ";Em ji we dixwazin ku nûnertiya Yekitiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê bê vekirin. Ev dê bibe sedema xurtbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên Ewropa di warê aborî de."; + +Barzanî ji Ewropayê xwast, di nehîştina teror û avakirina dewletek demokratîk û federal li Iraqê alîkariya pêvajoya siyasî li Iraqê bike. + +Serok Barzanî, da zanîn ku niha li Herêma Kurdistanê 250 hezar penaberên Sûriyê heye ku piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di nav wan de ereb, mesîhî û netewên din jî hene, her wiha 200 hezar erebên başûr û navîna Iraqê ji ber terorê û aloziya ewlehiyê hatine Kurdistanê ne, nêzîkî 10 hezar malbatên mesîhî li Kurdistanê dijîn jibilî vê 26 hezar malbatên din jî ji tirsa terorê hatine Kurdistanê, her wiha vê dawiyê jî 15 hezar kes ji devera Enbarê ya Iraqê ji ber aloziyê ewlehiyê berê xwe dane Kurdistanê. + +Mesûd Barzanî, eşkere kir ku ew bi wê şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê bûye sitargeha mirovan lê mixabin alîkariyên mirovî yên navdewletî bo penaberên di asta pêwîst de nebû. + +Serokê Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha bidawî anî: ";Herêma Kurdistanê û kurd sedemên aramiyê ne nek yên aloziyê. Emê li ser vê siyaseta xwe berdewam bin, emê hemû hewlên xwe bi hêzên din ên Iraqê re bidin da ku arîşeyan çareser bikin û saziyên dewletê ava bikin. Emê girêdayî destûrê bin û ez dîsa ji we dixwazin bo vê yekê piştevaniya me bikin û alîkariya me bikin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew pêşbîniya gelek encaman ji kongreya Cenêv2 ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê nakin. + +Li gor nûçeya AFP, Barzanî li pêşberê komîteya karûbarên derve ya Parlamentoya Ewropa li Broksilê got ";Kongreya Cenêv2 dê derfetek be li ber gelê Sûriyê ji bo ku çarenivîsa xwe destnîşan bike, lê ez bi xwe ne gelek geşbînim";. + +Barzanî herwiha got ";Rewşa Sûriyê ji bo Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybet gelek dilgiran e, ji ber ku tiştê li Sûriyê diqewime yekser bandora wê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê heye";. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku rê li ber van grûpên çekdarî (grûpên radîkal) bê vekirin ji bo li Sûriyê bibin xwedî hêz. + +Mesûd Barzanî bal kişand ku grûpên di nava Artêşa Sûriyê ya Azad a opozîsyonê de ku ji bo hilweşandina rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed şer dikin, nikarin şûna wê rejîmê bigirin. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Grûpên girêdayî Qadîde li Sûriyê gelek çalakin û bûne gefeke rasterast li ser navçeya kurdî";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Gelê Kurd li Sûriyê ku rêjeya wî nêzîkî 15% ji gelên Sûriyê ye, ew jî wek pêkhateyên din ên Sûriyê dê nûnerên wî di kongreya Cenêv2 de hebin. + +Li Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 14 partî û gelek rêxistinên xortan û kesatiyên serbixwe pêk tê, herwiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ligel çend partiyên din hene. + +ENKSê di yek ji endamên Hevpeyemaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, wate ewê di nav şanda opozîsyonê tevlî kongreyê bibe. + +Li gor rêkeftina ku di 24/12/2013an de navbera ENKSê û PYDê hat îmzekirin, şanda ENKSê dê di kongreya Cenêv2 de nûneratiya gelê Kurd li Sûriyê. + +Şanda kurdî dê bi serokatiya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd Ebdilhemîd Hec Derwîş be. + +Endamên şanda Kurdî pêk tên ji: + +Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-partî) Ebdilhekîm Beşar + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd (Îbrahîm Biro) + +Endamê Serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Kameran Hac Ebdo) + +Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-partî- bake Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sînor. + +Lê belê PYDê ya ku endama Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, ji ber ku desteyê biryar daye tevlî kongreya Cenêv2 nebe, ew jî tevlî kongreyê nabe. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim ev çend mehin li Ewropa û Rûsya hevdîtin û civînan ligel aliyên peywendîdar bi kongreya Cenêv2 pêk tîne ji bo ku ew jî di kongreyê beşdar bibin, lê belê gelek caran berpirsên Fransa û Berîtanya gotine ku PYDê alîgira rejîma Sûriyê ye û divê destpêkê helwesta xwe li hemeber rejîmê diyar bike û pişt re wek opozîsyon tevlî kongreyê bibe. + +Herî dawî jî Serokê Hevpeymaniya Opozîsyonê Ehmed Cerba ji AFP re ragihandibû ku eger PYDê bixwaze tevlî kongreya Cenêv2 bibe, ";bila ligel şanda rejîmê biçe";. + +Ji ber vê helwestê jî PYDê û saziyên girêdayî wê ve ku niha piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola wan de ne, li dijî kongreyê disekinin û dibêjin ew pêgirê encamên kongreyê nabin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim avakirina rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ragihand. + +Duh PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ava kirin û hikûmetek bi serokatiya Ekrem Hiso ku ji 22 wezîran pêk tê li herêma Cezîrê ava kirin. + +Salih Mislim derbarê wê hikûmetê de ji AFP got ";Me hikûmeta kantona Cezîrê ava kir û em dê li kantona Kobanî û Efrîn jî hikûmetekê ava bikin";. + +Hevserokê PYDê diyar kir ku hikûmeta Cezîrê ji 22 endaman pêk tê û ";wek gerentiyekê ye ji bo ku ti valahiyeke siyasî çênebe";. + +Salih Mislim herwiha got ";Em nikarin li benda çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bikin ji bo ku em karûbarên xwe li ser erdê birêve bibin. Divê pêwîstiyên sereke yên xelkê bêne peydakirin";. + +Mislim bal kişand di hikûmeta Cezîrê de ne tenê Kurd hene, lê belê Ereb û Xirîstyan jî hene. + + +Broksil (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê danasîna cenosayda gelê Kurd ji aliyê Yekîtiya Ewropa de axifî. + +Barzanî got ";Ew dikarin wê biryarê bidin ku tiştê li Kurdistanê qewimiye cenosayd e. ev alîkariya herî mezin e û bêguman dê tiştên din li pey wê werin";. + +Ev daxuyaniya Barzanî bo Rûdawê piştî pêşkêşkirina gotarekê duh înê li Parlamentoya Ewropayê li Broksilê hat. + +Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de daxwaz ji parlamenterên Yekîtiya Ewropa kirk u hemû hewlên xwe bidin ji bo ku danasînê bi wê yekê bê kirin ku Kurd hatine cenosaydkirin. + +Barzanî herwiha got ";Piştî hilbijartinên îsal dê guhertinên mezin li Kurdistan û Iraqê biqewimin";. + +Piştî ku Barzanî gotara xwe temam kir hem axaftina xwe ji Rûdawê re tekez kir û di bersiva pirseke şandeya Rûdawê de derbarê wan guhertinan, Barzanî bi ken got ";Wellah bila em bizanibin dê çawa bibe";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê (Furoma Davos) bike û ligel rayedarên Yekîtiya Ewropa bicive, bi serdanekê li Ewropayê ye. + +Biryar e Furoma Davos di 24ê vê mehê li bajarê Davos li Swîsrayê destpêbike. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Li kampa Erbet a koçberên Rojavayê Kurdistanê agir girte çadirekê û di encam de koçberekî jiyana xwe ji dest da û du koçberên din jî birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Îro serê sibehê dora saet 2.30 bi dema Hewlêrê, bi sedema sopeyê agir gitre çadireke li kampa Erbet û di encam de koçberekî jiyana xwe ji dest da";. + +Bi gotina berpirsên kampê, ji ber ku ew koçber pîr bû û nexweşbû nikarî xwe ji nava agir xelas bike, herwiha 2 kesên din ji malbata wî beşek ji laşê wan şewitî lê wan karî xwe rizgar bikin. + +Nêzîkî 135 malbatên Rojavayê Kurdistanê li kampa Erbet li başûrê rojhilatê bajarê Silêmaniyê dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, Hikûmeta Iraqê derbarê pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê bersiva Hewlêrê dide. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro çarşemê Bexda dê derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî nivsîkî, wek berê li ser li hev kiribûn, bersiva Hewlêrê bide. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî dê serdana Hewlêrê bike. + +Roja 19ê vê mehê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de. + +Berî nih Hisên Şehristanî di bersiva çend pirsên Rûdawê de aşkere kirk u wan pêşnyarek daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danîna mîkanîzimeke nû ji bo firotina petrola Herêma Kudistan û Iraqê bi giştê, lê Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi lêkolîn û gotûbêjê bû li ser vê pêşnyarê. + +Herêma Kurdistanê piştî gotûbêjkirina wê pêşnyara Bexdayê dê bersiva pêşnyarê bide. + + +Germiyan (Rûdaw)- Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî ku di doseya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî de tometbar e, îro çarşemê hat azadkirin. + +Îro çarşemê car din Mehmûd Sengawî çû pêşberê dadgehê û piştî nîv saetê li dadgehê ma, dadwerê Dadegeha Destpêkê ya Kelarê biryara azadkirina wî derxist. + +Dadwerê Dadegeha Destpêkê ya Kelarê Hakim Soran ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew belgeyên ku heta li ber destin ti isbatek tê de nebû ku Mehmûd Sengawî destê wî di terorkirina Kawe Germiyanî de hebûbe";. + +Soran herwiha got ";Lê eger isbateke bigihe dadgehê dê Sengawî dubare bo dadgehê bê gazîkirin";. + +Şeva duşemê 6/1/2014 parêzerê doza Kawe Germiyanî, Kawe Letîf di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ";Dadwerê lêkolînê fermana girtina Mehmûd Sengawî li Germiyanê derxistiye heta ku dadgeh lêkolîna temam ligel bike";. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- 68 sal bi ser damezrandina komara Kurdistanê ve derbas dibe, komareke kêm temen ku hikum li ser beşekî kêm ji xaka Kurdistanê dikir. + +Di 22ê Çileya sala 1946an de li meydana Çarçirayê komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemd ve hat ragihandin. + +Lê heta niha bandora komara Kurdistanê li ser raya giştî ya Kurdistanê de diyare, yek ji şûnwarê wê bandorê binav kirina cade, dibistan, xistexane û mizgefatn û cihên giştî li Herêma Kurdistanê bi navê yekem Serokomarê Kurdistan pêşewa Qazî Mihemed e. + +Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê cadeyeke sereke û mizgeftek bi navê pesewa Qazî Mihemed hatine binav kirin. + +Herwiha li bajarê Duhokê cadeyeke sereke, dibistan, nexweşxane û mizgeftek bi navê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed hatine binav kirirn. + +Li bajarê Silêmaniyê jî yek ji mizgeftên herî diyar di bajar de û dibistanek bi navê pesewa Qazî Mihemed hatine binav kirin. + +Herwiha di salên borî de bi beşdariya aliyên siyasî ji hemû beşên Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê merasîma salvegera damezrandina komara Kurdistanê dihat lidar xistin. + +Di 10ê Kanûna sala 1946an de Komara Kurdistanê hilweşa. + +Yek ji xalêm bihêz ên hikumraniyê serdema komara Kurdistan wekheviya kurdên beşên din ên Kurdistanê bû. + +Çalakvan, serkirde û rewşenbîrên Kurd ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hest bi berpirsiyaretiyê kirine himber wê komarê, û ji bo alîkarîkirinê serdana Mihabadê kirin.Li wê dê ast û pileyên cuda bi wan hatin spasrtin bê cudahî di navbera wan de nebû. + +Danîna navê Serokomarê Kurdistanê li ser cade û cihên giştî li bajarên Herêma Kurduistanê wataya yekbûn û yekîtiya Kurda ye, gotarek ku Qazî MIhemed gelek zû hest pê kir û di wesiyet nameya xwe de daxwaza yekbûn û yekîtiyê ji kurdên hemû beşên Kurdistanê kiriye û û tenê yekgirtin bi simbula serkeftina kurdan daye zanîn. + + +Kelar (Rûdaw)- Du endamên komîteya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mebesta şopandina doseya kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî hatinbû pêk anîn, dest ji kar vekişandin wek nerazîbûnekê himber birayara azadkirina du tometbaran di wê doseyê de. + +Di daxuyaniyekê de her yek ji Sekreterê Giştî yê nvîsgeha Germiyan ya sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Aram Îkram û berpirsê navenda Mîtro ya bergirî li rojnamevanan Rehman Xerîb, ragihandin ku wan dest ji kar vekişan di komîteya taybet bi şopandina dosya Kuştina Kawa Germiyanî de. + +Her du endaman di daxuyaniyê de ragihandin ";Berî niha e hebûna komîteyekê bo wê mebestê me bi pêwîst dizanî û mayîna me jî di wê komîteyî de bi heman pêwîstî me dizanî, ji ber ku karên doseyê bi awayekî baş bi rêve diçû, lê niha û piştî pêşhatên dawî yên doseyê û biryara dawî ya dadgehê, em êdî hebûna xwe di wê komîteyê di bi pêwîst nizanin, ji ber ku biryarên dadgehê nehêjayê şopandinê ne";. + +Ji aliyê Din îro (22.01.2014) malbat û hevalên Kawa Germiyanî daxuyaniyek ragihandin ku ew dê sibe li pêş dadgeha Kelar konfransekî rojnamevanî lidar bixin û têde çendîn tiştên veşartî di doseya Kawa Germiyanî û daagehê û dadweran eşkere dikin. + +Îro (22.01.2014) dadgeha Kelar biraya azadkirina Endamê Poîtburoya Yekîtiya Niştimanî ta Kurdistanê Mehmûd Sengawî û Endamê serkirdatiya YNK Edanan Heme Mîne, derkiribû, lewma pêleke nerazîbûne di nav kesûkarên Kawa Germyanî û dostên wî û endamên komîteya şopandina dosya kuştina wî rojnamevanî derket. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Altan Tan derbarê avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) de diyar kir ku zêdebûan PDK-Bakur dê hemrengî û hemdengiyê di nava Kurdan derxîne holê. + +Altan Tan şeva borî tevlî programa Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û got ";Mîna hemû gel û welatên cîhanê, çêdibe di nava Kurdan de jî hemrengî û hemdengî hebe, lê dema em tên ser standina mafên Kurdan divê yekdengî û yekrengî di nava Kurdan de pêk bê";. + +Parlamenterê BDPê diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ne li ser rêya îslamê û ne jî li ser rêya demokrasî û Rojava ye û wiha got: ";Ev 25 salin ez hevalê Erdogan im û ez wî ji nêzîk ve nas dikim, ev 25 salin em nîqaşê dikin û heta niha fikira wî ne zelal e";. + +Tan bal kişand ku çavê Erdogan li petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye ku tê pêşbînîkirin di du salên bê de berhemanîna wê bigihe 2 milyon bermîl di rojekê de. + +Derbarê operasyonên 17ê kanûna 2013an ên di navbera cemaata Gulen û Erdogan de, Altan Tan got ";Em li aliyê ti kesî ji wan nasekinin, ew her du şaş in, her du dibêjin em misilman in, rêya Erdogan hemû tiştekî xirab kiriye, fikira Fethullah Gulen jî şaş e, fikira wî ya îslamê heye, lê ew wek rêberê neteweperestên tirk tê naskirin";. + +Serokê PKKê Abdullah Ocalan piştî destpêkirina operasyonên 17ê kanûnê, piştgirî dabû hikûmeta Erdogan û gotibû ";Ew operasyon ziyanê digihîne pêvajoya aştiyê û her kes bixwaze di rêya wê operasyonê re derbeyekê li hikûmetê bide em dê li hemberî wî bisekinin";. + +Altan Tan derbarê vê yekê de got ";Divê em rewşa Ocalan fam bikin, ew girtî ye û tenê yek kilîta wî heye û ew jî di destê Erdogan de ye, ji ber vê yekê ew nikare li dijî hikûmet û Erdogan biaxife";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran dê li bajarê Hewlêrê li hev bicivin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, armanca civînê ew e ku derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêjê bikin. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, mijara herî girîng a civînê pirsa parvekirina postên hikûmeta nû ye, yek ji wan postan jî ku dê gotûbêj li ser bê kirin posta Cîgirê Serokwezîr e. + +Çavkaniya Rûdawê aşkere kir ku PDKê ji bo ku beşdariya hemû aliyan di hikûmeta nû de gerentî bike dixwaze hizira danîna zêdetirî cîgirekî ji bo Serokwezîr ligel Gorran gotûbêj bike. + +Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê partiya xwe ve bi avakirina hikûmeta nû hatiye erkedarkirin, heftiya borî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ragihandibû ku gotûbêjên navbera aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû li ser parvekirina postan e, bi taybet Cîgirê Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha bal kişandibû ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar daye tevlî hikûmetê bibe û PDKê jî piştgiriya hevpeymana xwe dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê şanda danûstandinan a Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebilhemîd Hac Derwîş diyar kir ku ew di Kongreya Cenêv2 de wek sûrî û Kurd tevdigerin. + +Kongreya Cenêv2 duh li bajarê Montreux destpêkir û çend nûneran Kurdan di nava şanda opozîsyona Sûriyê de tevlî kongreyê. + +Ebdilhemîd Hec Derwîş ku serokatiya şanda Kurdan di nava şanda opozîsyonê de dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Emê di danûstandinên kongreyê de hem wek sûrî û hem jî wek Kurd kar ji bo Sûriyeya siberojê bikin";. + +Hac Derwîş da zanîn ku sê armancên wan ên sereke hene û got ";Emê hewil bidin ku şerê birakujî û xwekujiyê û herwiha rijandina xwîna gelê Sûriyê bê rawestandin";. + +Hac Derwîş ku Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd e, diyar kir ku ewê kar ji bo Sûriyeyeke demokrat û azad bêyî serdestiya Partiya Baas bikin. + +Hac Derwîş herwiha got ";Di serdema Baas de gel bûbû kole, emê Sûriyeyeke rizgar û azad bêy cudahî û ya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be ava bikin";. + +Serokê şanda kurdî tekez kir ku armanca wan a sêyemîn bidestxistina mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû de ye û wiha got: ";Em bê deng namînin û bi hemû karînên xwe emê bergiriyê li mafên gelê xwe yên rewa bikin û di nava danûstandinan de emê hurgiliyên daxwaz û mafên gelê Kurd gotûbêj bikin. + +Ebdilhemîd Hec Derwîş herwiha got ";Em wek Kurd dê hemû karînin xwe ji bo parastina Sûriyeke demokrat û azad ku mafên gelê Kurd tê de parastî bin, bikar bînin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Serokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl got ku fikir û felsefeya serokê PKKê Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê têne cîbicîkirin. + +TEV-DEM yek ji rêxistinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye li Rojavayê Kurdistanê. + +Aldar Xelîl ku wek kesatiya yekem a leşkerî di nava PYDê de tê naskirin, got ";Ev cara yekê ye li cîhanê miletek li derveyî desthilatê, xwe birêve dibe";. + +Xelîl herwiha got ";Ragihandina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, dawiya desthilatî û kapîtalîzma desthilatê ye";. + +Aldar ku di dema ragihandina rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê di diaxifî, wiha got ";Berî 5 hezar sal hikûmet hatine avakirin, ew hikûmet hemû ji aliyê desthilat, feodal û kapîtalîstan ve hatine avakirin, lê ev cara yekê ye ku gel bi xwe hikûmeta xwe ava dike û îdare dike";. + +Aldar Xelîl bal kişand ku hêvî, fikir û felsefeya Abdullah Ocalan niha li Rojavayê Kurdistanê têne cî bi cîkirin. + +Roja sêşemê (21/1/2014) PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiya demkî bi awayekî fermî ragihandin û herwiha hikûmeta kantona Cezîrê jî ava kirin. + +Li gor sîstema ku PYDê ji bo rêveberiya xwe ya demkî daniye, Rojavayê Kurdistanê li ser her sê kantonên Cezîrê, Kobanî û Efrînê hatiye parvekirin. + +Kantona Cezîrê ji bajarên wek Dêrik, Girkêlegê, Çilaxa, Tirbespî, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Hesekê pêk tê. + +Di rêveberiya demkî de, jibilî 2 partiyên wê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 14 partî û gelek rêxistinên xortan û kesatiyên serbixwe pêk tê, ne endam in û ji her du partiyên xwe jî xwestiye ku xwe ji rêveberiyê vekişînin. + +Qeyserî (Rûdaw)- Li navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê otobusa rêwiyan ket şerempolê û di encama qezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da ş 30 kes jî birîndar bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Pinarbaşi li ser rêya bejayî di saet 02.30 an de qeza çêbûye. + +Otobusa ku ji Stenbolê diçû Mûşê, ji ber mij ê ji bin kontirola şofêr derket ş ket şarampolê û qeza çêbû. + +Li gor agahiyên desdpêk, di encama bûyerê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 30 kesan jî birîndar bûn. + +Birîndar bi ambûlansan şandin nexweşxaneya dewletê a Pinarbaşiyê. Hêj nasnameya kesên mirî diyar nebûne. + +Birîndarên ku li Nexweşxaneya Pinarbaşi û nexweşxanyên dinê yên Qeyseriyê tên dermankirin navên wan bi vî awayîne: Zeyneb Kiran, Hamit Bakir, Bahattin Kiyak, Atilla Koca, Çetin Koca, Deniz Ergun, Tahsin Akkaya, Sercan Aydin, Asim Aydin, Muhammed Fatih Tunç, Sibel Aydin, Kadir Karahan, Yusuf Onegel, Ferhat Ozer, Yakup Karahan, Zeki Ustun, Yasin Becerikli, Faruk Aydin, İrfan Karabey Eser, Salih Saygili, Necdet Bakir. + +Derbarê bûyerê de Rêveberê Tendirustiyê yê Qeyseriyê Dr. Ahmet Oksuzkaya daxwiyanî da û ragihand ";Di saetên şevê de otobusa rêwiyan ya li ser riya Reşayiyê ya 35 kilometre nêzî Pinarbaşiyê, qezaya tirafîkê çêbû, di qezayê de 20 kes mirin û 30 kesên din birîndar bûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Teqînek li ber avahiya asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê çêbû û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 din birîndar ketin. + +Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ";Îro (23.01.2014) demjimêr 13:30 otombîleke bombekirî li pêş Sera bajarê Dêrikê li nêzîkî baregeha Asayişa PYDê teqiya";. + +Herwiha wê çavkaniyê da zanîn ku di teqînê de ";mêrek û jin û zaroka xwe hatin kuştin û 12 kesên din jî brîndar ketin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreya Cenêv2 de rexne li gotara Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê girt ku duh di kongreyê de pêşkêş kir. + +Îbrahîm Biro ku yek ji nûnerên ENKSê ye di nava şanda opozîsyona Sûriyê li kongreya Cenêv2 de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Cerba dikarî di gotara xwe de behsa Kurdan bike. + +Biro diyar kir ku Cerba navên rojên înê yên ku di şoreşa Sûriyê de hatine binavkirin anî ziman, lê wî behsa wan rojên înê nekir ku navên wan kurdî bûn. + +Di dema ku şoreşa Sûriyê di adara 2011an de destpêkir, çalakvanên Sûriyê di bin navên cuda de rojên înê dadketin cade û kolanan û xwepêşandan li dijî rejîmê li dar dixistin. Gelek caran jî navên kurdî li rojên înê dihat kirin. + +Biro ku Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ye, nerazîbûna xwe li hember vê yekê anî ziman û got ";Me nerazîbûna xwe gihande Cerba û me jê re got ku te xemsarî kiriye û ev şaşiyeke hûn derheqê milletê me dikin";. + +Îbrahîm Biro diyar kir ku pirsgirêka wan ne navê rojeke înê ye û ew gelekî li ser nasekinin. Biro axaftina xwe wiha domand: ";Dibê înê dê danûstandinên rasterast di navbera opozîsyon û rejîmê de destpêbikin û me ji wan xwestiye ku di nexçeya kar ya sibê de doza Kurd dê di çi xalê û di çi demê de bê gotûbêjkirin, lê heta niha me bersiv werngirtiye";. + +Di nava şanda opozîsyona Sûriyê li kongreya Cenêv2 de 5 nûnerên Kurd hene ku ew jî Ebilhemîd Hec Derwîş, Ebdilhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno ne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê re bicive. + +Serokê Fraksyona Gorranê li Parlamentoya Iraqê Hakim Letîf Şêx Mistefa, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê parlamenterên kurd ên Iraqê bo civîna digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî vexwendiye. + +Şêx Letîf da zanîn, di civînê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî jî beşdar dibe û wiha got: ";Li gorî deiwetnameyê, rojeva civînê hinartina petrola Herêma Kurdistanê û bûdceya sala 2014an a Iraqê ye."; + +Ev di demekî de ye ku li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya alîkarê Malikî di karûbarên enerjiyê de Husên Şehristatnî dê di nav çend rojên bê de serdana Herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên Hewlêrê re li ser aloziya hinartina petrolê û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê gotûbêj bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê berê yê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê, Celal Celalîzade derheqê pilana hikûmeta Îranê bo danîna perwerdeya bi zimanê dayikê diyar kir, eger heta niha ev mafê qanûnî nehatiye cîbicîkirin ji ber xemsariya hikûmetan e û got, lê astengiya herî mezin a li hember cîbicîkirina vê mafî ew e ku bi têgehekî ewlehiyê li vê yekê dinêrin. + +Parlameterê berê yê Sine di Parlamentoya Îranê de, Celal Celalîzade ji malper farsî ya bi navê ";fararu.com"; re axivî û derheqê daxuyaniyên vê dawiyê yên alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kemîneyên etnîkî, ayînî û mezhebî de Elî Yûnisî yên li bara perwerdeya bi zimanê dayikê got, perwerdeya bi zimanê zikmakî û herêmî her wiha weşandina rojname bi zimanê zikmakî di destûrê de hatine zimanê lê heta niha hatine jibîrkirin. + +Celal Celalîzade, destnîşan kir ku heta niha hikûmetan di cîbicîkirina wan mafên qanûnî xemsarî kirine û wiha got: ";Ez hêvîdar im hikûmeta niha bikaribe sozên xwe yên debarê vê yekê de bicîh bîne. Helbet destpêka her karekî hinek zehmet e lê divê hikûmet ji ber derketina hinek pirsgirêkan sar û bêhêvî nebe."; + +Li gorî wî siyasetmedarê kurd, cîbicîkirina made û bendên destûrê yên derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê dê bibe sedema kêfxweşiya xelkê û çalakvanên çandî û siyasî li her derê welêt. + +Nûnerê berê yê Sine di parlamentoya Îranê de li ser astengiyên li hember cîbicîkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî jî wiha axivî: ";Yek ji astengiyên paradoksîkal ên li hember van bendên destûrê ew e ku hinek siyasetmedar û biryarder bi çavekî ewlehî û wehma komployê li vê yekê dinêrin."; + +Celal Celalîzade, wiha pêde çû: ";Li gorî wan siyasetmedar û biryarderan, eger ew mafên ku di destûrê de hatine ziman bên cîbicîkirin dê pêşiya daxwaziyên din jî vebe û paşê zemîna cihêbûn û tevliheviyê çêbibe. Lê li gorî min, yên ku daxwaziya mafên etnîkî dikin dixwazin ev maf bi awayekî aştiyane û li bin ala vî welatî û li nav sînorê vî welatî de were cîbicîkirin."; + +Celalîzade her wiha eskere kir, dibe ku hinek kes û alî bi awayekî din li bûyeran binêrin lê ev kes gellekî kêm in û nikarin nûnertiya piraniya xelkê bikin û wiha anî ziman: ";Pirzimanî û piretnîkî dibe sedema bedewtirbûna Îranê û em hêvîdar in ev hikûmet bikaribe bersiva daxwaziyên kêmîneyên etnîkî bide."; + +Alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên etnîkî, ayînî û mezhebî de Elî Yûnisî, beriya niha gotibû, hikûmeta niha mijûlî amadekirina bernameya xwendina bi zimanê dayikê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê dê hefteya bê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bicivin. + +Endamê şanda gotûbêjan a Tevgera Gorranê, Aram Şêx Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, emê hefteya bê bi PDKê re bicivin lê nayê zanîn ka di civînê de Kak Nêçîrvan dê beşdar bibe yan na. + +Şêx Mihemed li ser cihê civînê de jî ragihand, li gorî agahiyan civîn dê roja yekşema bê (26.01.2014) were lidarxistin lê nayê zanîn ka civîn dê li Silêmaniyê be yan li Hewlêrê. + +Wî berpirsê Tevgera Gorranê anî ziman ku di civîna roja yekşemê de organîzatorê Gorranê Newşîrwan Mistefa beşdar nabe û got, lê derheqê beşdarbûna serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de agahiyên wan nîne. + +Aram Şêx Mihemed her wiha da zanîn ku di civîna borî de biryar bû Nêçîrvan Barzanî beşdar biba lê ji ber ku di şînê de bû nekarî amade bibe. + +Zêdetirî 4 mehan bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk nehatiye. + +Di hilbijartinan de, PDK dengê yekemîn, Tevgera Gorranê duyemîn û YNKê jî dengên sêyemîn bidest xistin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, diyar kir ku ew kurdên ku bo civîna Cenêv2 hatine vexwandin, bi ti awayî nûnertiya kurdên Rojavayê Kurdistanê nakin, çimkî civîna Cenêvê dê qet ji kirîza Sûriyê re nebe çareserî. Mislim, ji hemû hêzê Sûriyê xwast, takerêya çareseriya kirîza Sûriyê, pêkanîna modêla xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ye. + +Îro (23.01.2014) li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê û li Klûba Çameniyê ya Swîsrayê civînek çapemeniyê ji Hevserokê PYDê Salih Mislim, Endama Kordînasyona TEV-DEMê Îlhma Ehmed, endamê Partiya Yekitiya Suryaniyan Hanîbal Yakûbo û Serokê Meclisa Partiya Yekitiya Suryaniyan Besam Îshaq re hat lidarxistin. + +Serokê Meclisa Yekitiya Suryaniyan Besam Îshaq, destpêkê axivî û ragihand, kurd û suryanî 20%ê nifûsa Sûriyê pêk tînin û yekemîn hêz bûne ku wek opozîsyon tevgeriyane lê heta niha li derveyî siyasetê hatine hîştin û venexwandina wan bo civîna Cenêv2 jî di vê çarçoveyê de ye. + +Besam Îshaq anî ziman ku biryarên ku di civîna Cenêv2 de bên girtin nikarin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin û got, çareseriya herî baş bo Sûriyê avakirina modêla xweseriya demokratîk a li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye. + +Piştî Îshaq, hevserokê PYDê Salih Mislim axaftinek kir û diyar kir, kurd û suryanî bo civîna Cenêv2 nehatin vexwandin û nehîştin kurd bi nav û nasnameya xwe tevlî civînê bibin û li şûna wê beşek ji kurdan hat vexwandin û wiha got: ";Kurdên ku tevlî civînê bûne nûnertiya gelê me nakin."; + +Salih Mislim, anî ziman ku civîna Cenêvê ti carî nikare ji kirîza Sûriyê re bibe çareserî ji ber ku opozîsyona demokratîk beşdarî civînê nebûye û yên ku di civînê de beşdar bûne ji aliyê hêzên din ve bi zorê hatin civandin û wiha axivî: ";Hevpeymanî û rêjîmek ji gel qut û girêdayî hinek hêzên din in."; + +Mislim behsa avakirina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kir û got, çareseriya bingehîn li Sûriyê avakirina modêla xweseriya demokratîk a li Cizîrê ye ji ber ku di wê modêlê de hemû pêkhate mîna hev û azad in û wiha got: ";Civîna Cenêv2 di destpêkê de mirî ye."; + +Civîna Cenêv2 duh (22.01.2014) li bajarê Montroyê Swîsrayê dest pê kir. Civîn li ser rewşa Sûriyê û bi mebesta dîtina çareseriyek siyasî ji kirîza Sûriyê re tê lidarxistin. + +Di civînê de jibilî nûnerên rêjîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî, wezîrên derve û nûnerên nêzîkî 40 welatên cîhanê beşdar in. Îro bêhinvedan bû lê dê sibê bidome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Panêla ku biryar bû li konferansa aborî ya Davosa Swîsrayê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf were lidarxistin, hat firehkirin û 3 kesên din lê hat zêdekirin. + +Li gorî malpera fermî ya konferansa aborî ya Davosê, sibê (24.01.2014) panêlek dê ji aliyê Barzanî, Davûtoglu, Zerîf were lidarxistin û mijara panêlê jî dîplomasiya bilez û guhertinênê Rojhilata Navîn û rola nifşa nû di wan guhertinan de ye. + +Lê hat gotin ku 3 kesên din jî dê tevlî wê panêlê bibin: Wezîrê Derve yê Ordunê Nasir Cewde, yek ji nivîkarên navdarê amerîkî Rîçard Has û serokê kolêja Parîsê ya navdewletî Xesan Selame. + +Hat zanîn, panêl dê ji aliyê rojnamevana ereb Rîma Mektebî were birêvebirin. + +Mesûd Barzanî, ev cara duyemîn e beşdarî civîna Davosê dibe û jibilî panêlê dê bi hinek serok û lîderên welatên cîhanê re jî bicive. + +Di malpera civîna Davosê de, Barzanî wek serokekî karîger li Iraqê hatiye nasîn ku hewl daye bo dabînkirina demokrasî û mafên gelê Herêma Kurdistanê. + +Civîna Davosê, roja 22ê Çileya îsal û bi beşdarbûna zêdetirî 2500 kesayetên siyasî, lîder û serokên cîhanê, aborînas û saziyên navdewletî dest pê kir û dê heta roja 25ê mehê bidome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike. + +Li gorî DÎHAyê, şandek ji HDPê ku ji Hevserokê partiyê Ertugrul Kurkçu û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Levent Tûzel û hinek berpirsên din ên wê partiyê pêk tên, dê çend rojên din serdana Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Li gorî agahiyan, şanda HDPê dê roja 27ê vê mehê li bajarê Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixe û paşê bi rêya Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. + +Hat gotin, şanda HDPê dê digel berpirsên PYDê û hinek saziyên din ên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne. + +Li gorî nûçeyê, şanda HDPê bo ku derbasî Rojava bibe bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê re hevdîtin dikin û dê sibê zelal bibe ka dê şanda han serdana Rojava bike yan na. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de stranek taybet bo propagandeyên hilbijartinan amade kir. Di stranê de navê Kurdistanê jî derbas dibe. + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tê lidarxistin. + +BDPê jî xwe ji bo hilbijartinan amade dike, ji aliyekî namzedên xwe destnîşan dide û dide nasîn, ji aliyekî din de jî amadekariyên propagandeyan dike. + +BDPê stranek bo propagandeyên hilbijartinan amade kiriye ku di nav stranê de navê Kurdistanê jî derbas dibe… + + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê alman yê ser bi Partiya Çep (Die Linke) Jan van Aken, piştî serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, rêxistina el-Qaîdê bi çekên almanî li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê şer dike. + +Destpeka vê mehê parlementerê alman yê ser bi Partiya Çep (DIE LINKE) ligel şandekê çûbû Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. + +Li wir Jan van Aken hevdîtin ligel berpirsên kurd pêkanîbû, wan berpirsan ji Jan van Aken re diyar kiribûn ku di şerê el-Qaîde ligel wan de çekên almanî jî tên bikaranîn. + +Li ser daxwaza Jan van Aken, çekdarên kurd roketavêjên ji tîpê ";Milan"; yên ku li ser wan markên almanî-frensî hebûn, nîşanî wî dabûn, ku wan di şerên ligel el-Qaîde de bidest xistibûn. +Li gorî Jan van Aken ji televîzyona almanî DW, re diyar kiriye, bi rêya hejmarên li ser roketavêjan derketiye holê ku ev çek di dawiya salên 70yî yên sedsala borî de ji Almanyayê gihîştine Sûriyê. Wê demê bavê serokê Sûriyê yê niha Beşar Esed, Hafiz Esed serokê Sûriyê bû. Wê demê jî Sûriye ligel Îsraîlê di nava krîz û gengêşiyê de bû. +Jan van Aken diyar dike ku wan di vê dawiyê de hinek vîdyo dîtine ku çawa çekdarên el-Qaîdê baregeheke leşkerî ya hêzên sûrî bidest dixin û wan çekan jî ji wan baregehan bi xwe re dibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi milyaran bermîlên petrolê di bin erda Herêma Kurdistanê de hene. Ligel derxistina yekem bermîla petrolê jî siyaset û berjewendiyên welatên mezin li hember Kurdan hatin guhertin. + +Niha ji ber ku ev herêm di warê samanên siruştî û bin erdê de zengîn e, di korbend û qadên navdewletî de wek welatekî mamele ligel Herêma Kurdistanê tê kirin, di demekê de berê ne tenê ew ne amade bûn pêşwaziya Kurdan bikin, lê belê peyamên Kurdan jî nedihatin xwendin. + +Şêwirmendê bilind ê Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê Elî Belo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje ku niha li ser asta navdewletî amadekarî û pilan ji bo dewleta kurdî tê amadekirin ku heta 5 salên din Kurd ev herêm dê bibe dewlet û ev yek bi sedema petrolê dê pêk were. + +Axaftinên wî şêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev du salin li pey hev beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos) dike ku korbenda aborî ya herî mezine li ser asta dinyayê û tê de tenê dewlet û kompaniyên herî zengîn ên cîhanê beşdar dibin. + +Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Goran Azad dibêje ";Tiştê ku niha petrol dike ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan, ne enfal û ne jî kîmyabarana Helebce karîne bandoreke wiha çêbikin";. + +Lê şirovekarekî siyasî behsa wê yekê dike ku rewşa navçeyê wiha kiriye ku li ser asata navdewletî raya Kurdan bê berçavgirtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerên gelê Kurd li Sûriyê di kongreya Cenêv2 de tekez dikin ku ew dê hemû hewlên xwe bidin û kar bikin ji bo ku mafên gelê Kurd di belgenameyên Cenêvê de bêne gerentîkirin. + +Nûnerên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di kongreya Cenêv2 de 5 kesatî ne ku ew jî Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd Ebdilhemîd Hec Derîwş, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd el-Partî Ebdilhekîm Beşar, endamê serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Kameran Hac Ebdo û endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd el-Partî (baskê Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sîno ne. + +Ev 5 kesatiyên Kurd li gor rêkeftina di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 24ê kanûna 2013an li Hewlêrê de hat îmzekirin, dê nûneratiya Kurdan bikin di kongreyê de û bi navê Kurdna biaxifin. + +Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew û Ebdilhemîd Hec Derwîş nûneratiya Kurdan dikin di şanda danûstandinan a opozîsyona sûriyê ku hejmara endamên wê 15 kes in. + +Biro diyar kir ku Ebdilhekîm Beşar wek Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel endamên din ên serokatiya hevpeymaniyê wek lêverg û merciyetekê ne ji bo şanda danûstandinan a opozîsyonê. + +Derbarê pirsa gelo ji bo çi Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed Cerba di gotara xwe ya di destpêka kongreya Cenêv2 de behsa Kurdan nekiriye, Îbrahîm Biro got ";Tevî ku kêmasî di gotara Cerba de hebûn, lê ew tenê gotareke giştî bû û wî di gotara dawiya roja yekem a kongreyê de behsa Kurdan kir û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ku alîkariya koçberên Sûriyê dike";. + +Biro bal kişand ku ew naxwazin navên Kurdan tenê di gotaran de derbas bibe, lê ew dixwazin mafên gelê Kurd li Sûriyê di nava belgeyên ku dê di encama lihevkirina şanda opozîsyon û rejîmê de bêne amadekirin de, hebin. + +Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê herwiha tekez kir ku belgeya siyasî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ligel wan heye û ew dê kar bikin ji bo ku xalên vê belgeyê di nav belgeyên Cenêv2 de cih bigirin. + +Îbrahîm Biro diyar kir ku eger ev yek pêk neyê ew dê hewl bidin xalên rêkeftina di navbera hevpeymaniya opozîsyonê û ENKSê de di belgeyên Cenêvê de bêne tesbîtkirin û got ku eger ev yek jî pêk neyê wê demê ew dê helwesta xwe ji gelê Kurd û raya giştî re rabigihînin. + +ENKSê wek yek ji her du hêzên sereke yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike Sûriyê dewleteke federalî be û di destûr de danasîn bi gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî bê kirin. + +Li gor rêkeftina navbera ENKS û hevpeymaniya opozîsyonê de ku tebaxa 2013an hatiye îmzekirin, hevpeymaniya opozîsyonê pêgirê wê yekê ku di destûra Sûriyê de danasîn bi nasnameya gelê Kurd a neteweyî bê kirin û herwiha danasînê bi mafên neteweyî yê gelê Kurd di çarçoveya yekîtiya xak û gelê Sûriyê bê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hat şewtandin. +Çalakvanekî Kurd ji bajarokê Girkê Legê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro serê sibehê ofîsa ENKSê li bajarokê Girkê Legê Ji aliyê çend kesên nenas ve bi temamî hat şewtandin";. + + +Amed (Rûdaw)- Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê civiya. Şanda YNKê pişt re ligel Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş bi cuda civiya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê ragihand ku Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNKê Mela Bextyar û şanda pê re ligel Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak û kandîdê BDPê yê Şaredariya Amedê Ferhad Alî civiya. + +Piştî civînê şanda YNKê çû navenda BDPê li Amedê û ligel Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş civiya. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku ragihandina hikûmeta demkî li kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve, kongreya Cenêv2, têkiliyên navbera YNKê û BDPê û pêvajoya aştiyê dê mijarên sereke yên civînên navbera YNKê û BDPê bin. + +Roja pêncşemê 23/1/2014 Mela Bextyar û şanda pê re di rêya sînorê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û li navçeya Silopiyê ji aliyê parlamenterê BDPê yê Wanê Nezmî Gur û berpirsên din ên BDPê li Silopiyê hat pêşwazîkirin. + +Stenbol (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku serdana Rojavayê Kurdistanê bike, bi Wezareta Derve ya Tikiyê re hevdîtin kirin lê wezaretê destûr neda. + +Şanda HDPê ku Hevserokê Giştî yê HDPê Ertugrul Kurkçu û parlementerê Stenbolê Levent Tuzel jî di nav de ne, ragihand ";Ji bo ew biçin Rojavayê Kurdistanê, wan ew bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Davutoglu re hevdîtin kirine lê Dovutoglu bersivek nerênî daye wan";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Hevseroka Giştî ya HDPê Sebahat Tuncel ji bo ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêkanî. + +Di nûçeyê de wiha hatiye gotin: ";Tuncel biniviskî daxwaza xwe da berdevkê Parlementoya Herêma Kurdistanê. Lê derbarê daxwazê de hêj ji Herêma Kurdistanê bersiv nehatiye dayîn";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne ku Tora Medyayî ya Rûdawê ofîsa wê li Şamê heye û têkiliya wê bi Wezareta Ragihandinê ya Hikûmeta Sûriyê re heye. + +Fermandarê Giştî yê Asayişa PYDê Ciwan Îbrahîm roja 22/1/2014 di kongreyeke rojnamevaniyê de li bajarê Qamişlo ji rojnamevanan re got ku ew ecêbmayî maye ku hêzên ewlekariya dewleta Sûriyê peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî li Qamişlo girtine. + + + +Di daxuyaniyekê de Tora Medyayî ya Rûdawê red dike ku ti ofîseke wê li Şamê hebe û dixwaze Ciwan Îbrahîm belgeyên xwe derbarê vekirina wê ofîsê de aşkere bike. + +Di daxuyaniya Rûdawê de wiha hatiye gotin: + +Rûdaw li şamê ofîsa wê nîne + +Fermandarê Giştî yê Asayişa PYDê birêz Ciwan Îbrahîm roja 22/1/2014 di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihandiye ku Tora Medyayî ya Rûdawê ofîsa wê li Şamê heye û ruxset jî wergirtiye ji bo ku kar bike. + +Ev axaftin di dema ronîkirina hûrgiliyên girtina peyamnêrê Rûdawê li nav bajarê Qamişlo hatiye kirin ku tê de dibêje ew dereng bi bûyerê hesiyane û ew pê ecêbmayî mane. Berî niha jî Hevserokê PYDê Salih Mislilm li Parîsê ragihandibû ku rojnamevanê Rûdawê li nav bajarê Qamişlo nehatiye girtin û ew bajar di destê PYDê de ye. + +Mislim gotibû ku peyamnêrê Rûdawê li nêzîk balafirgeha Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve hatiye girtin. Lê Ciwan Îbrahîm bi aşkere di kongreya rojnamevaniyê de li wê yekê mukir derdikeve ku Pêşewa Behlewî li nav Qamişlo hatibû girtin. + +Derbarê vekirina ofîsekê li Şamê de, em wek Rûdaw ne agehdar in û eger birêz Ciwan Îbrahîm her belgeyek li cem wî hebe bila aşkere bike. + +Rûdawê hertim ragihandiye ku ew ne li dijî yan jî alîgirê ti partî û dewletekê ye û dixwaze karê xwe hê rojnamevaniyê yê profeşînal bike. Lewma vekirina ofîsan li Enqere, Bexda, Tehran û Şamê wek karekî pêwîst dibîne ji bo ku bûyeran bi awayekî bêalî bişopîne. Em wê rastiyê jî venaşêrin ku rojnamevanên me li Rojavayê Kurdistanê çend caran di şopandina bûyeran de hatine astengkirin û zext û guvaş li ser wan hatiye meşandin. + +Em hêvîdarin birêz Ciwan Îbrahîm wek di kongreya xwe ya rojnamevaniyê de jî soz dide, êdî rê nede wan astengkirinan û alîkariya wan rojnamevanan bike ji bo ku bikaribin karê xwe yên pîşeyî encam bidin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +Hewlêr – Başûrê Kurdistanê + +24/1/2014 + +Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê nexweş ê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman, ku dixwast bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibe li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) 5 saetan li bendê ma ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da. + +Welatiyê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman ê ku nexweşiya dilê pê re hebû, îro (24.01.2014) xwast derbasî Tirkiyê bibe û here dixtor lê li deriyê sînorî yê Xabûrê 5 saetan hat rawestandin. + +Li gorî DÎHAyê, lê dema Ebdullah derbasî aliyê Tirkiyê bû li nav rê û li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê rewşa wî têk çû û jiyana xwe ji dest da. + +Hat zanîn, Ebdullah ji bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê û temenê wî jî 55 sal bû. + Birayê Ebdullah, Salîh Silêman bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Dema em hatin Tirkiyê ji me xwastin ku em derbasî rêza otomobîlan bibin. Her çendî me got nexweşê me heye lê dîsa jî destûr nedan me. Dema me jî hewl da ku em bêsire derbas bin karmendên gumrikê 140 lîre (nêzîkî 80 dolar) ceza dan me. Em 5 saetan li deriyê Xabûrê man piştre em derbasî Tirkiyê bûn. Dema ku me xwast biçin Nexweşxaneya Êlihê li nêzî navçeya Cizîra Şirnexê kekê min jiyana xwe ji dest da." + +salih diyar kir ku berpirsyarê mirina birayê wî rêveber û karmandên gumrika Xabûrê ne û wiha got: "Sedema van nêzîkbûnan ji ber wê ye ku em kurd in, em rastî van kêfkariyan tên. Nêrîna Tirkan a li hemberî gelê kurd ti carî nayê guhertin." + +Cenazeyê Ebdullah Silêman bi otomobîla cenazeyê ya Şaredariya Cizîre şandin Herêma Kurdistanê. + +Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn, piştî ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; ji aliyê PYD û partiyên hevalbendên wê ve, rêveberiya xweseriya demokratîk ya ";Kantona Kobanî"; ya Rojavayê Kurdistanê jî dê roja 27ê Çileya 2014an were ragihandin. + +Li gorî ANFê, Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî ji bo nirxandina xebatên ragihandina rêveberiyê îro (24.01.2014) civiya. + + Civîna ku 61 endamên Encumena Yasadanînê beşdar bûn, bi rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê navên endamên meclîsê hatin xwendin. Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û li gorî çavkaniyên herêmê di civînê de mijarên wek guhertinên di desteyan de bêne kirin û têkiliya wan a bi Kantona Cizîrê re, avakirina komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Encumena Yasadanînê ya Demkî, nirxandina qanûna hilbijartinan, xwendina rapora Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Enwer Mislim ku bi avakirina 22 desteyên rêveber hatibû erkdarkirin, hatin nirxandin. + +Di encama nirxandinan de Qanûna Hilbijartinan hate erêkirin, her wiha komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Encumena Yasadanînê ya Demkî ku ji 3 kesan pêk tê hate avakirin. Piştî nirxandinan, biryar hate girtin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî di 27ê Çile de bê ragihandin. + +Li gorî agahiyan, piştî ragihandina rêveberiyê dê li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê şahiyek pîrozbahiyê bê lidarxistin. Di civînê de her wiha teqîna li Dêrikê û qutkirina xeta elektirîkê ji aliyê DAIŞ’ê ve ku li ser Kobanî, Sirîn û Şiyûxê hatibû qutkirin jî hate şermezarkirin. + +Rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê roja 21ê Çile hatibû ragihandin. Rêveberî ji 22 wezîran pêk tê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Grûpa Jiyan ku rêxistineke sivîl a parastina mafên jinan li Başûrê Kurdistanê ye, ragihand, li dijî kuştina jinan li Herêma Kurdistanê dê îşev heta sibê li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. + +Organîzatora Grûpa Jiyan, Behar Munzîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dê li dijî zêdebûna kuştina jinan li Herêma Kurdistanê biryar dane îşev heta sibê nîvro li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li Silêmaniyê bikevin grevê. + +Munzîr diyar kir ku gellek sûc û tawan li hember jinan tê kirin û tiştên ku heta niha ji bo jinan hatiye kirin pir kême ji ber wê jî em dixwazin bi rêya vê çalakiyê givaşekî çêbikin. + +Organîzatora Grûpa Jiyan her wiha anî ziman ku daxwaziyên xwe di 8 xalan de anîne ziman û dê pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîriya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin. + +Behar Munzîr da zanîn, daxwaziya wan a herî girîng ew e ku kesên jinkuj û ew kesên ku li hember jinan bêhurmetiyê dikin, bên cezakirin. + +Li gorî agahiyên Munzîr, par li Herêma Kurdistanê 7 kesên ku bi tohmeta kuştina jinan hatibûn girtin li ber efûya giştî ketin û hatin berdan û ev jî dibe sedema dilgiraniya saziyên jinan. + +Amed (Rûdaw) - Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîratş û Endamê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar li Amedê hatin gel hev. Demîrtaş da diyarkirin ku, di pêvajoya çareseriyê de kedek mezin ya Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Telabanî heye û ji bo Telabanî jî şîfa xwast. + +Demîrtaş li Serokatiya Bajar ya BDP’ê hevdîtin li gel endamê Polîtburoya Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ku serdana Amedê kiriye, pêkanî. + +Li vir Demîrtaş axivî û got, di pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê de kedek mezin ya Telabanî heye û ji bo Telabaniyê ku tê dermankirin, dua kir û şîfa xwast. + +Selahedîn Demîrtaş têkildarî pêvajoyê bersiva pirsên rojnamegeran da û bibîrxist ku, têkildarî pêşniyara qanûnî ya Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) di bin înîsiyatîfa Serokê Meclisê Cemîl Çîçek wekîlên komên partiyan hatin gel hev. + +Demîrtaş anî ziman ku, nêzîkatiya sereke ya BDP’ê ewe ku HSYK di makezagonê de ji nû ve bê sererast kirin û wiha got:";Eger partî di vê mijarê de li hev nekin jî, me piştgirî da ku pêşnûmeya HSYK’ê ya halûhazir ji bo careke din were nîqaşkirin veguhêzin komîsyona li hevkirinê. Rast nîne ku di vê rewşê de AKP di pêşnûmeyê de israr bike. Pir zelale ku qanûnekî dervey makezagonê ye, ji bo vê zagonekî wiha ji parlementoyê derxistin sûdê wê ji tukesê re nîne. Serok Komar neçare zagonekî wiha veto bike. Eger veto neke pir diyare ku dê meqamê serok komartiyê zirarên cidî bibîne. Eger Dadgeha Makezagonê jî biryara rawestandina zagonê nede dê îtibara wê biheje."; + +Demîrtaş got: ";AKP dibêje dê pêşnûmeyê rawestînin. Eger nêzîkatî ev be dê li hev bikin. Lê ger israr bike, em jî dê li parlementoyê muxalefetê bidomînin. Ji bo ev pêşnûme nebe zagon çi ji destê me tê em dê bikin. Guhertina cihê dadger û dozgeran tenê xwe xilaskirina AKP’ê ye. Ev ne ji bo bêalîtiya darazê û baweriya darazê ye. Dozgerên niha cihên wan hatine guhertin bi salanin kar dikin û li dijî hemû mexdûrên ku AKP’ê îşaret kirine doz lê vekirine."; + +Demîrtaş anî ziman ku, dema ku berjewendiyên AKP’ê mijara gotinê bin, dest bi guhertina cihên dozgeran dike û wiha axivî: ";Lê baldar bin ne cihê dozger û ne jî dadgerên ku dosyayên KCK’ê di destê wan de ne neguhertine."; + +Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Alîkara Hevseroka BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî hevdîtinan bûn. + + +Stenbol (Rûdaw)- Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ji bo ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevditinê pêk bînin diçin Îmraliyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ji bo bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin diçin gitîgeha tîpa F a Îmraliyê. + +Zana û Onder ji bo hevdîtina bi Ocalan re di saetên sibê de ber bi Îmraliyê ve derketin rê. + +Li bendê ye şanda ku biçe Îmralî li ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û kongreya Cenêv2 ligel Ocalan gotûbêj bike. + +Onder û Zana piştî hevdîtinê bikin li bendê ye ku di saetên êvarî de vegerin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê komisyona bilind a amadekirina kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan ragihand ku pêşnyar heye kongre ji ber hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bê paşxistin. + +Qadir Hemecan derbarê amadekariyên kongreya YNKê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew wek komisyona amadekariyê erkê wan cîbicîkirina biryarên Poltîbîroya YNKê ye. + +Hemecan herwiha got ";Li gor şer û mercên îro, em ber bi girêdana kongreyê be diçin, pêşnyar jî heye ji bo paşxistina kongreyê, ev yek jî ji bo ku em bikaribin baştir xwe amade bikin ji bo kongre û herwiha ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan û Parlamentoya Iraqê";. + +Serokê komsiyona amadekariya kongreya YNKê tekez kir ku heta niha girêdana kongreyê rewa ye, lê got ";heta niha nediyar e bê kongre dê di dema diyarkirî bê girêdan yan na";. + +Biryar konhreya çarem a YNKê di 31ê vê mehê de bê lidarxistin ku dê yekemîn kongreya wê partiyê be bêy amadebûna Sekreterê wê yê Giştî Celal Talebanî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê rêveberiya demkî ava kirin, êdî ti wate ji hebûna Desteya Bilind a Kurd re nemaye. + +Desteya Bilind a Kurd di tîrmeha sala 2012an li ser bingeha rêkeftina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê de hatibû avakirin, lê ji roja ku ew deste ava bûbû bendên rêkeftina wê yên wek parvekirina desthilatê di navbera ENKSê û PYDê de nehatin aktîvkirin, her aliyek jî yê din bi aktîv nekirina bendên rêkeftinê tometbar dike. + +Herî dawî di 24ê kanûna sala 2013an de ENKSê û PYDê rêkeftinek nû îmze kirin û Ii ser nûnerên Kurdan di kongreya Cenêv2 de ku niha karên wê berdewam e, li hev kirin. + +PYDê û ENKSê li hev kiribûn ku her kesê ji wan tevlî kongreya Cenêv2 bibe dê bi navê Kurdan biaxife û nûnerê Kurdan be di kongreyê de, lê belê ev yek jî pêk nehat. + +Di kongreyê de 5 endamên ENKSê di nava şanda opozîsyonê de beşdar in, lê PYDê a ku endama Desteya Hemahengiyê ye û wê desteyê jî kongre boykot kiriye, tevlî Cenêv2 nebûye. + +Li hember vê yekê, berpirsên PYDê û medyaya wê ev çend rojin kampaniyek li dijî kongreya Cenêv2 û kurdên ku tê de beşdar bûne, dane destpêkirin. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim roja pêncşemê kongreyeke rojnamevanî li Cenêvê li dar xist û berûvajî rêkeftina navbera partiya wî û ENKSê de got ";Kurd di kongreyê de hatine piştguxistin û kesên tevlî kongreyê bûne nûneratiya Kurdan nakin";. + +Herwiha Hevseroka PYDê Asya Ebdila jî heman axaftina Salih Mislim dubare kir, lê bi gotina wê ";PYDê ji bo kongreyê hatibû vexwendin, lê vexwendin ne bi awayekî guncayî bû, ji ber ku hevpeymaniya opozîsyonê bersiva xwestekê wan nedaye";. + +Beşdariya ENKSê di nava şanda opozîsyonê de li Cenêv2, wiha kir ku PYDê berî lidarxistina kongreyê bi rojekê, ligel çend partiyên din rêveberiya xwe ya demî li Rojavayê Kurdistanê rabigihîne û hikûmetekê li kantona Cezîrê ava bike. + +Her çend Hevseroka PYDê Asya Ebdila dibêje ku ti girêdana ragihandina rêveberiyê bi kongreya Cenêv2 ve nîne, lê çavdêrên rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku ew wek karvedanekê bû li ser beşdarî nekirina PYDê di kongreyê de. + +Bi avakirina rêveberiya demî û hikûmetan li Cezîrê, Kobanî û Efrînê, êdî hemû saziyên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ava kirine û digot ew girêdayî Desteya Bilind in, niha êdî xwe ser bi rêveberiya demî hesab dikin û li Desteya Bilind a Kurd ku PYDê dixwest Kurd di bin wî navî de tevlî Cenêv2 bibin, xwedî dernakevin. + +Herî dawî asayişa PYDê di ragihand ku ew ji niha û pê ve girêdayî Wezareta Navxwe ya rêveberiya demî ye û êdî dê biryarên wê bi cî bike, lê wê behsa Desteya Bilind a Kurd nekir ku berê çend rojan jî biryarên xwe bi şeriyeta wê desteyê derdixstin. + +Hevseroka PYDê Asya Ebdila di hevpeyvîna xwe ya ligel malpera partiya xwe ya fermî got ku ";Endamê laş dema ku kar neke dimire, lewra Desteya Bilind a Kurd jî hebû lê ne aktîv bû û miriye";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Efrînê jî dê roja 29ê Çile were ragihandin. + +Di çarçoveya avakirin û amadekariyên rêveberiya xweseriya demokratîk de li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYD û hinek partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê ve tê organîzekirin, rêveberiya xweseriya Kantona Efrînê jî dê were ragihandin. + +Li gorî ANFê, rêveberiya Kantona Efrînê dê roja 29ê vê mehê were ragihandin. + +Beriya niha jî hatigû gotin ku rêveberiya xweseriya Kantona Kobanî jî dê roja 27ê vê mehê were ragihandin. + +Rêveberiya Kantona Cizîrê jî roja 21ê vê mehê û rojekî beriya civîna Cenêv2 hatibû ragihandin. Bajarê Qamişlo wek paytexta Kantona Cizîrê hatiye destnîşankirin. + +Paytextên kantonên Efrîn û Kobanî jî bajarên Efrîn û Kobanî hatine destnîşankirin. + +Li gorî bernameya PYD û partiyên hevalbendên wê, Rojavayê Kurdistanê dê wek sê kantonên xweser were birêvebirin ku tê de jibilî zimanê kurdî, zimanên erebî û suryanî wek zimanên fermî tên bikaranîn. + +Her wiha Yekîneyên Parastina Gel ku wek baskê çekdarî yê PYDê tê nasîn, dê wek artêşa Rojavayê Kurdistanê tevbigere. + +Partiyên mîna Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî), Partiya Azadî ku ji partiyên serekî yên Rojavayê Kurdistanê ne, PYD bi zeftkirina Rojava tohmetbar dikin û dibêjin, PYD rê nade wan ku tevlî rêveberiya wî beşê Kurdistanê bibin lewma di nav rêveberiya demkî de cîh nagirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsîmê yê Bakûrê Kurdistanê, du dikanên firotina bîrayan ji aliyê komek ku 15-20 kesan pêk dihat ve hat kevirbarankirin. +Îşev derdora demjimêr 20:30yan koma ku ji 15-20 kesan pêk dihat û rûyên xwe pêça bûn, bi îdîaya ku di bîraxaneyan de laşfiroşî tê kirin, li Kûçeya Huriyetê ya Papûra Înonu ya ser bi Taxa Mogoltayê du bîraxane dan ber keviran. +Bi taybetî bîraxaneya ku tê gotin ku tê de laşfiroşî tê kirin, xesarên mezin lê ket. +Piştî polîs haitn cihê bûyerê, koma gêncan ji hev belav bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi cuda ligel şandên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive. + + +Ev zêdetirî 4 mehan e di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne, lê heta hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. + + +Gotûbêjên aliyên siyasî yên ku di wan hilbijartinan de serkeftine ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in û di vê çarçoveyê de biryar e îro şanda danûstandinan a PDKê ligel Tevgera Gorran û YNKê bicive. + + +Biryar e îro yekşemê saet 10 bi dema Hewlêrê PDKê û Tevgera Gorran li bajarê Hewlêrê bicivin û derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj bikin. + + +Herwiha biryar e îro her du şandên danûstandinan ên YNKê û PDKê ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû li hev bicivin. + +Kelar (Rûdaw)- Wek nerazîbûnekê li hember biryara dadgehê û sistiya birêveçûna dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî, îro malbata wî çalakiyeke nerazîbûnê li ber avahiya dadgeha Kelarê li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kelarê ragihand ku hemû malbata Kawe Germiyanî hatine ber dadgehê û wek nerazîbûnekê pêlavên di rûyê dadgehê de bilind kirine. + +Di çend rojên borî de Dadgeha Destpêkê ya Kelarê biryar azadkirina Mehmûd Sengawî de ku yek ji tometbarên dosyeya kuştina Kawe Germiyanî ye, ji ber vê yekê malbata Kawe Germiyanî nerazîbûna xwe anîn ziman û biryar dan derkevin xwepêşandanê bikin. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder aşkere kir ku ew li bendê ne roja sêşem an çarşemê nameya ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî re şandiye werbigirin û bigihînin destê Barzanî. + +Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. + +Onder ji malpera ANFê ya ser bi PKKê ve axifî û got ku ewê roja sêşem an jî çarşemê nameya Ocalan werbigirin û bikevin ser rêya Hewlêrê ji bo bigihînin destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. + +Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê da xuyakirin ku Ocalan derbarê kongreya neteweyî ya kurd de wiha gotiye ku kongreya neteweyî ya kurd ji bo aştî û demokratîkbûna herêmê girîng e. + +Ocalan herwiha got ";Ji ber vê yekê gelek astengiyên li pêşiya idarxistina kongreyê, astengiyên ewqas mezin nînin. Eger her alî bi berpirsyariya vî karê dîrokî yê dikin re tevbigerin, wê bilez pêk were";. + +Onder da zanîn ku Ocalan derbarê rexneyên ku li HDPê tên kirin de wiha gotiye: ";Bi dîtina min bi tenê armanceke zimanê negatîv ê ku di dema dawî de li hemberî HDPê tê bikaranîn, heye û ew jî hiştina gelê Kurd. Pêwîste hem HDPê hem jî gelê Kurd li hemberî vî zimanî hişyar bin, guh nedin vî zimanî";. + +Onder diyar kir ku derbarê Rojavayê Kurdistanê de Ocalan got ";Pêwîste raya giştî ya cîhanê bi girîngiyeke mezin li vîna demokratîk a Rojava de binêre û di asteke bilind de qîmetê bide. Ev yek wê bibe ewlehiya tevahiya cîhanê. Ji ber ku eger çareseriya demokratîk neyê pejirandin wê felaket rû bidin û ev felaket jî wê bi tenê li herêmê nemîne";. + +Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê bal kişand ku Ocalan li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî ev nirxandin kiriye: ";Şertê bingehîn ê mayîndebûna çareseriyê, destûra bingehîn a demokratîk e. Lê belê di warê rê û rêbazê de, hem ji bo diyarkirina naveroka wê, hem jî ji bo destnîşankirina taybetmendiyên wê yên bingehîn, parvekirneke li gorî ruhê muzakereyê girîng e";. + +Ocalan herwiha got ";Di vî warî de gefa herî mezin a li pêvajoyê were xwarin û pêvajoyê bixe nava xeteriyê, nêzîkatiyek hikûmetê ya li gorî hesabên hilbijartinê ye. Nêzîkatiyek bi vî rengî dikare pirsgirêkan bi xwe re bîne ku rê li ber bidawîbûna pêvajoyê veke. Pêvajoya niha tê jiyîn nîşanî her kesî da ku veguherîna demokratîk çiqasî girîng e ku nabe were taloqkirin";. + +Onder got ku ew bawere wê Ocalan nameyek ji 2 rûpelan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî re bişîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî vegera wan ji girava Îmraliyê, Cîgirê Hevserkên Giştî yên HDPê Sirri Sureya Onder ragihand ku serokê PKKê Abdullah Ocalan nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. + +Sirri Sureya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Barzanî di rêya Leyla Zana re peyamnek ji Ocalan re şandiye û got ";Di peyamê de Barzanî ti daxwazeke wî ji Ocalan nebû û tenê li tenuristiya Ocalan pirsiye û gotiye ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dike û dê li ser piştgirîkirina pêvajoyê jî berdewam bibe";. + +Onder aşkere kir ku Ocalan kî nameyek ji Barzanî re nivîsandiye û got ";Nameya Ocalan dê di rêya Wezareta Dadê re bigihe destê me û pişt re ezê ligel Leyla Zana bigihînin Barzanî";. + +Onder diyar kir ku name hîn negiiştiye destê wan û dibe ku dueşm anî jî sêşemê bigihe destê wan û pişt re ew dê demekê ji bo pêkanîna hevdîtinkê ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêk bixin. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Îro piştî nîvro 3 teqîn li 3 taxên bajarê Kerkûkê pêk hatin. + +Çavkaniyeke ewlekariyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku otombêleke bombekirî li orta taxa Rehîmawa ya ku piraniya xelkê wê Kurd in pêk hat. + +Çavkaniyê diyar kir ku herwiha 2 teqînên din li taxên Xezra û Sitîn ên Kerkûkê pêk hatin. + +Çavkaniya ewlekariyê bal kişand ku heta niha nediyare bê di teqînan de çend kes hatine kuştin an jî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hikûmeta kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê eger bixwaze dikare tevlî parlamentoya Cirzîrê bibe, lê ew nikare tevlî hikûmetê bibe. + +Roja 21/1/2014 hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û biryar e heman partî di vê heftiyê de hikûmetkê Ii Kobanî û Efrînê jî ava bike. + +Ekrem Hiso ku wek serokê hikûmeta Cizîrê hatiye diyarkirin, ji medyaya nêzîkî PYDê re ragihand ku deriyê rêveberiya demkî li ber Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vekiriye ji bo ku ew jî tevlî bibe. + +Hiso ku bi xwe xelêk bajarê Dirbêsiyê ye, got ";Lê ENKSê niha û heta 4 mehên din ku dê hilbijartin bêne kirin, nikare tevlî hikûmeta Cizîrê bibe";. + +Serokê hikûmet kantona Cizîrê bal kişand ku ew dê zêdetir girîngiyê bidin xizmetguzariyan û dê şandên xwe di rêya Wezareta Têkiliyên Derve re bişînin welatên derve û cîhanê. + +Ekrem Hiso ku bi xwe endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê bû, diyar kir ku ew amade ne ligel hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ya bi serokatiya Ehmed Tuhme de kar bikin eger danasînê bi rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Derbarê têkiliyên ligel Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de, Hiso bal kişand ku ew wek rêveberiyê ti têkiliyeke wan ligel aliyên siyasî tine ye û got ";Em û gelê Tirk bira ne û em dê hewl bidin têkiliyê bi Hikûmeta Tirkiyê re danin ji bo ku sînor li ber karên bazirganiyê bê vekirin. Herwiha em û Herêma Kurdistanê bira ne û em dê hewl bidin sînor car din vekin";. + +Di peyamana civakî ango destûra ku PYDê amade kiriye de hatiye gotin ku Qamişlo navenda rêvebriya demkî ye lê hikûmeta kantona Cizîrê bajarê Amûdê ji xwe re kiriye navend. + +Serokê hikûmet kantona Cizîrê derbarê vê yekê de got ";Baregeha serokatiya hikûmetê dê li Amûdê be, ji ber ku cihê Amûdê di orta kantona Cizîrê de ye û ji aliyê ewlekariyê ve tê kontrolkirin, lê ji ber ku Qamişlo dûrî navçeyên dine, Amûdê bûye navenda kantonê ye û em karên ji wî bajarî bêtir xizmetê bikin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo bi berpirsên KCKê re hevdîtinê pêk bînin îro danê sibehê çû Qendîlê. + +Şanda BDPê ku ji Serokwekîlên BDPê Perwîn Buldan û Idrîs Balûken, û ji bo bi bersiva nameya Ocalan bigirin saet 09:30ê sibehê bi dema Enqereyê çûn Qendîlê. + +Di 11ê vê mehê de, şandeke BDPê û HDPê ya ji Perwîn Buldan, Idrîs Balûken û parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk dihat li girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Serokwekîlê Koma BDPê Idrîs Balûken derbarê serdana wan bo Qendîlê de ragihand ku di hevdîtina dawî a bi Ocalan re mijarên girîng hatin gotûbêjkirin wek bûyera Parîsê, pêvajoya aştiyê, Kongreya Netewî ya Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Ocalan nêrînên xwe derbarê van mijaran de anîn ziman. + +Balûken diyar kir ku ew piştî serdana Îmraliyê çend caran ligel AKPê hevdîtin pêkanîn û wiha got ";Ji bo gotûbêjkirina naveroka vê civînê û nêrîna AKPê li hember pêvajoya aştiyê, îro bi birêz Pervîn Buldan re emê li Qendîlê bi endamên Konseya Rêveber a KCKê re hevdîtinê pêk bînin";. + +Derbarê nameya KCKê ya ku dê ji Ocalan re bişîne de, Balûken wiha axifî ";Di hevdîtina me ya berî vê de birêz Ocalan ji KCKê re nameyek şandibû. Bersiva vê nameyê hêj negihiştiye destê me. Di hevdîtina me ya dawiyê de birêz Ocalan gotibû ez li benda bersiva vê nameyê ye. Di heman demê de eger hevalên KCKê nameya mijara gotinê amedekiribin ji bo em vê nameyê bigirin emê bi rayedarên KCKê re hevdîtinê pêk bînin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Civîna şandên danûstanên pêkanîna hikûmetê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêencam bidawî bû. + +Îro (26.01.2014) li bajarê Hewlêrê, şandên PDK û YNKê yên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyan. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê ku li cihê civînê bû, piştî ku civîn bidawî bû ti daxuyaniyek nehat dayîn ev jî nîşana wê bû ku civîn bêencam bûye, ji ber ku her du aliyan beriya niha ragihandibûn, eger civîn bêencam be ti daxuyaniyekê nadin. + +Di pêkanîna hikûmet û kabîneya heştem a Herêma Kurdistanê de, YNK ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de di rêza sêyemîn de cîh girtiye, daxwaza cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê dike û dixwaze dabeşkirina desthilatê li gorî ";Rêkeftina Stratejîk"; a navbera wê û PDKê de bê kirin. + +Li hember vê yekê, Tevgera Gorranê ku di rêza duyemîn de ye, dixwaze dabeşkirina desthilatê li gorî rêjeya dengan bê kirin. PDK jî mîna Gorranê hizir dike lê dibêje, em dikarin ji pişka xwe wezaretekî bidin YNKê. + +Beriya civînê, çavkaniyekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, yek ji postên ku YNK û Gorran dixwazin, cîgirê serokwezîr e û da zanîn, ji ber wê jî PDK dixwaze bo çareserkirina vê meselê û garantîkirina beşdariya hemû aliyan di hikûmetê de zêdetirî cîgirekî ji serokwezîr re destnîşan bike. + +Nêzîkî 4 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + + +Şingal (Rûdaw) – Kandîdekî YNKê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li devera Şingalê ya Mûsilê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. + +Îro (26.01.2014), kandîdê YNKê bo hilbijartinên îsal ên Parlamentoya Iraqê Obêd Mego Xelef di temenê 46 salî de û ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. + +Hat gotin, Obêd Mego Xelef di dema karê xwe yê fermî de û li navenda tomarkirina nasname li komelgeha Gir Izêr a Şingalê bi dilkutkê ketibû. + +Xelef yek ji 66 kandîdên êzîdî yên partiyên kurdî di hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Parlamentoya Iraqê de bû. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Dêrsîma ku bi çem, kanî û berfa xwe ya zêde bi nav û bang e, îsal berf û baran jê re bûye hesret. Berfa ku Dêrsîmî li bendê bûn, ji şeva berê ve dibare. Dibe ku di dîrokê de cara yekem Dêrsîmî bi girtina rêyên 261 gundên ku ser bi navçe û navenda bajêr in, ewqas kêfxweş bûn. Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê ji bo vekirina rêyên hatine girtin, zend û bend bada. +Berf û balinca ku ji şeva berê ve konê xwe vegirtiye, Dêrsîm sipî kir. Ji ber nebarîna berf û balincê Çemê Munzir û Çemê Pêrî avên wan ber bi miçiqandinê çûbû, her yek bibûn wekî cihok. Bi berfê re dîsa xumexum ket nav newal û mesîlên çemên Munzir û Pêriyê. +Ava vexwarinê ya bajêr cara yekem îsal miçiqî. Li gellek taxên bajêr li nîvê zivistanê kaniyên wan qut bûn. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahînê diyar kiribû ku endazyaran ji wan re gotine, dê ev ava vexwarinê heta 50 salan têr bike. Şaredariya bajêr neçar ma, di nîvê demsala zivistanê de ji Zageyê ji yek çavkaniya Çemê Pêrî ye, xetên avê bikişîne navenda bajêr. + +Tê payîn ku bi vê barîna berfê re pirsgirêka ava vexwarinê jî bi temamî çareser bibe. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş ê bi navê Salih Tugrul, tevî ku rapora pizîşkî dibêje nikare li girtîgehê bimîne lê ji ber biryara Dozgeriya Bakirkoyê nayê berdan. Tugrul êdî nikare pêdiviyên xwe yên jiyanê jî pêk bîne. + +Girtiyê nexweş Salih Tugrul ê li Girtîgeha Sêrtê dimîne tevî rapora pizîşkî ya "nikare li girtîgehê bimîne" jî, ji ber biryara Dozgeriya Bakirkoyê yak u Tugrul wek ";talûke" dibîne, nayê berdan. + +Tugrul di nameya ku bi rêya hevalên xwe ji DÎHA'yê şandiye, dibêje, "Ez paqijî û banyoya xwe bi alîkariya hevalan pêk tînim. Ez nikarim biaxivim, xwarinê bi xwe dadikim û bi tena xwe nikarim xwarinê jî bixwim. Dema ez nameyê didim nivîsandin jî di axaftinê de zehmetiyan dikişînim." + +Argeş Akan ê ji sala 2010'an heta 2013'an ligel Tugrul di heman girtîgehê de mabû, wiha behsa wan rojan dike, "Salih Tugrul ê nikarîbû pêdiviyên xwe yên jiyanê bi tena xwe pêk bîne, di nav zîndanê de ne zîndan cehennem dijiya." + +Akan, têkildarî jiyana rojane ku hin hûrgilî vegotin û got, "Mîna zarokekî ku nû ji dayik bibe. Ne gotinên mirov bîne ziman; lê nikarîbû pêdiviyên xwe yên tuwaletê jî pêk bîne. Êdî hêdî hêdî hiş û hafizaya xwe wenda dikir. Piştî felc derbas kir, me ferq kir ku hin tişt êdî nayên bîra wî." + +Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirov (ÎHD) ya Sêrtê Vetha Aydin jî li ser rewşa girtiyê nexweş Tugrul de got, "Divê mirov di aliyê wijdanî, exlaqî û hiqûqî de mijarê bigire dest. Ne rast e kesên nikaribin pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin di girtîgehê de bihêlin." + +Aydin, diyar kir ku derbarê berdana Tugrul de ketine nav hewldanan û eger bûyereke mirinê rû bide, berpirsiyar wê dozger bin. Aydin bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Divê dozger bi taybet ji helwestên xwe gavan paşde bavêjin. Pêwîst e, kesên wek Tugrul rewşa wan a tenduristiyê xerab, tavilê bên berdan." + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê PYDê tê nasîn, ragihand, li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên bi çekdarên radîkal de herî kêm 30 çekdar hatine kuştin û tankek wan jî hatiye jinavbirin. + +Li gorî nûçeya ANFê, çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku girêdayî rêxistina El Qaîdê ye, duh danê sibê êrişî imbarên genim ên li devera Menacirê ya Serêkaniyê kirine. + +Li gorî nûçeyê, hêzên YPGê bersiva êrişên DAIŞê dane lê heman rojê danê êvarî dîsa çekdarên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û Eniya Îslamî ya Kurd êrişî devera Menacirê kirine û ji ber wê jî şer û pevçûnên tund di navbera wan û çekdaran de qewimiye û heta îro danê sibê dom kiriye. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, di şerê duh û îro de herî kêm 30 çekdar hatine kuştin û gellek ji wan jî birîndar bûne her wiha 2 otomobîlên serbazî hatine şewitandin û 5 çek û doşkayek 12.5 mm jî ji aliyê hêzên YPGê ve dest danîne ser. + +Her wiha hat gotin ku baskê jinan ê YPGê ku wek Yekîneyên Parastina Jinê tê binavkirin, tankek jinav birine. + +Di daxuyaniyê de behsa kuştî û birîndarên YPGê nehatiye kirin lê hatiye gotin, di şer de kesekî sivîl jiyana xwe ji dest daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Xortê bi navê Nadir Alma ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî mirinê jî ji destê dadgehê rizgar nebû. Dadgehê belgeya cezayê Alma ku bi hêceta qaçaxçîtiyê bi dayîna 11 hezar û 205 lîre hatibû mehkûmkirin, ji malbata wî re şand. Parêzerê Roboskiyê jî dibêje, ev bûyer binpêkirina hiqûqê û riswayî ye. + +Xortê bi navê Nadir Alma, di şeva 28ê Kanûna 2011an de tevî 33 heval û gundiyên xwe di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li nêzîkî sînorê Başûr û Bakûr û li gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest da. + +Nadir Alma beriya ku were kuştin, 1ê Kanûna 2003an bi hêceta ku qaçaxçîtî kiriye, radestî dadgehê hatibû kirin û doza wî 11ê Hezîrana 2009an de bidawî bibû û dadgehê biryar dabû, Nadir 11 hezar û 205 lîre (nêzîkî 8 hezar dolar) were cezakirin lê paşê cezayê wî daketibû 8 hezar û 403 lîreyan. + +Piştî ku dadgehê malbata Nadir ji cezayê wî agahdar kir, malbatê belgeya dadgehê wenda kir. + +Di demekî de ku malbata Nadir Alma hizra wê dikir ku piştî kuştina Nadir êdî dadgehê cezayê wî jibîr bike lê hefteya borî dadgeha Qilabanê dîsa belgeya cezayê Nadir ji malbatê re şand. + +Dadgehê ji malbata Nadir xwast, divê cezayê Nadir bi fayîza wê ve bidin. + +Parêzerê dosyaya Roboskiyê û serokê baroya Amedê Tahir Elçî, ev yek wek skandal bi nav kir ji ber ku karê ku dadgehê kiriye li dijî hiqûqê ye û kesê ku hatiye cezakirin, ev 2 sal in jiyana xwe ji dest daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gellek dever û bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê xelkê piştgirî da ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê. + +Îro (26.01.2014) li bajarên Amed, Qoser, Sêrt, Tetwan, Îzmîr, Stenbol, Silopî, Bûlanik, Colemêrg, Wan, Batman û Cizîrê meş û mîtîngên mezin bo piştgiriya rêveberiya xweseriya demokratîk li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatin sazkirin. + +Di meş û mîtîngan de ku gellek parlamenterên BDPê beşar bibûn, xelkê bi siloganan piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê û ragihandina rêveberiya demkî li wî beşê Kurdistanê anîn ziman. + +Hat gotin, di heyama meş û mîtîngan de tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin. + +Rêveberiya demkî ku wek ji aliyê PYD û hinek partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê tê avakirin, wek rêveberiya xweseriya demokratîk û bi 3 kantonan tê ragihandin. + +Rêveberiya Kantona Cizîrê roja 21ê Çile hat ragihandin û rêveberiya Kantona Kobanî jî dê sibê were ragihandin û ya Efrînê jî dê 29ê mehê were ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li nav kampên koçberan zarokên ji nexweşiyên giran dinalin û hawarê dikin hene û malbata wan tevî kul û derdên koçberiyê, derdê zarokên xwe yên nexweş jî dikişînin. + +Semiyan yek ji wan zarokên koçber e ku temenê wî 8 meh in, lê kêşa wî bi tenê 3 kîlo ye. Zarokên di temenê Semiyan de ne laşê wan ji ya semiyan girtire. + +Dibe ku qurm û çuqliyên kevnar hewqas minet bi bahoza baranê nebe, lê belê pel û bişkojên nazik ewin yên zirara mezin ji çav soriya xurustê dibînin. Ewin yên êş û azaran werdigirin, zer dibin, zirav dibin û ji ber dijwariya rewşê bi aliyekî dibin û car caran têk jî diçin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di encama rapirsiyeke Tora Medyayî ya Rûdawê de ku li ser pirsa ";Gelo dem guncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê?"; kiribû, piraniya beşdarbûyên rapirsiyê bi erê deng dane. + +Rapirsî ku di 21ê mehê de dest pê kiribû û doh (26.01.2014) demjimêr 23:59 bi dema Hewlêrê bidawî hat, 2 hezar û 744 kesan tê de beşdarîkiribûn. + +Di rapirsiyê de 2 hezar û 266 kesan, ku dike ji sedî 82.6 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku belê dem gucaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê. + +Lê di himber de 421 kesî, ku dike ji sedî 15.3 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku hîn dem neguncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê, herwiha 57 kesan bi ";Nizanim"; bersiv li ser vê rapirsiyê dane. + + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro (27.01.2014) danê sibehê agir girte avahiyeke bazirganî li cadeya Salim li bajarê Silêmaniyê û heta niha tîmên berevaniya şaristaniyê hewla kontrolkirina agir û rizgarkirina xelkên di nava avahiyê didin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji cihê bûyerê ragihand, ";Avahiya ku agir girtiyê de, avahiyeke bazirganiye û hejmarek ji ofîsên geştûguzariyê tê de ne û di ser wan re hotêl e";. + +Li gorî zaniyariyê peyamnêrê me heta niha tîmên berevaniya şaristaniyê heta 4 kesên ku ji hiş ketine ji nava wê avahiyê derxistine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî bîstekê li bajarê Hewlêrê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurdr li Bexdayê, dest pê kir. + +Parlamenterê Kurd di parlamentoya Iraqê de, Rewez Mhedî Xoşnaw di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Di civînê de dê çend pirs bên gotûbêj kirin û di nav wan pirsan de, hurgiliyên danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa dahata petrola Herêma Kurdistanê herwiha pirsa budceya giştî ya Iraqê";. + +Di çarçoveya du mehên borî de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê du caran serdana Bexdayê kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê û çend berpirsên din civiyan, lê hinek ji parlamenterên Kurd li Bexdayê gazin kirin ku agehdariya wan ji naveroka gotûbêjên van serdana nîne. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Danûstanên pêk anîna kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de berdewamin, di vê derbarê de dê Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin. + +Rojnameya ";Kurdistana Nû"; ku rojnameya fermî ya YNKê ye, li zarê çavkaniyekê belav kiriye ku ";Çavlirê ye di demek nêzîk de şanda danûstanan ya YNKê û Gorranê bi hev re bivin";. + +Eger ev civîn bê kirin, dê piştî civîna şanda Gorranê ligel şanda danûstanan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şanda YNKê ligel şanda PDKê tê, ku doh (27.01.2014) hatibûn encamdan. + +Di her du civînên duh de, ji bilî aşkerkirina nêrînan û pêşkêşkirina çend pêşniyaran ti encamên din ên nû tê de çênebûn. + +YNKê daxwaza cîgirê serokê hikûmetê û serokatiya parlamentoyê dike û dixwaze ku parvekirina postên wezarî li gorî rêkeftina stratîjîk ya navbera YNKê û PDKê be, di heman demê de Tevgera Gorran daxwaza posta cîgirê serokatiya hikûmetê dike û daxwaz dike ku parvekirina postan li ser bingeha mafên hilbijartinan be, herwiha PDKê jî ligel wê yekê ye ku parvekirina postan li gorî mafên hilbijartinan be, lê ragihandiye ku ew amade ye ji pişka xwe posteke wezarî bide YNKê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî kefa vekişanê ji serkirdatiya YNKê xawriye eger hat û kongireyê çarem YNKê hat paşxistin. + +Biryare di 31ê vê mehê de YNKê kongreyê xwe yê giştî lidar bixe, ev kongre di demekê de tê ku YNKê di hilbijartinên xula sêyem ya Parlamentoya Kurdistanê de hejmareke kêm ji kursiyan bidest xistibû. + +Serkirdeyekî mezin ji YNKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku egera paşxistina kongreyê çarem yê YNKê nakokiyeke mezin di nava wê partiyê de çêkiriye û wiha berdewam kir: ";Cîgirê Sekreterê Giştî jî ji ber vê yekê gefa vekişanê ji serkirdatiyê xwariye û biniyaz bû ku daxuyaniyekê ji raya giştî re belav bike";. + +Wî berpirsê YNKê, ku daxwaz kir navê wî neyê aşkerekirin, ji Rûdawê re got: ";Kak Kosret gotiye egere kongreyê çarem yê YNKê di dema xwe de neyê lidar xistin, ew dê ji serkirdatiya YNKê vekêşe û tenê wek endamekî wê bimîne";. + +Herwiha da zanîn ku ";Kak Kosret cidî bû di vê gefê de, lê piştire endamên politburoyê û serkirdatiyê serdana wî kirin, û ew bo wî dan zanîn ku nemana wî dê ziyaneke mezin bighîne YNKê";. + +Ji aliyê xwe endamê serkirdatiya YNKê, Ednan Muftî, bê agahiya xwe ji vê gefê anî ziman û wiha ji Rûdawê re axivî: ";Her kes azade di biryara xwe de, lê eger biryarekê wiha bi awayekê fermî hat sitandin, wê demê dê politburo axevtina xwe bike";. + +Herwiha derbarê egera paşxistina kongreyê çarem yê YNKê Ednan Muftî got: ";Tenê çend roj maye û pêwîste politburoya YNKê bicive û bersiva wê derbarê paşxistina kongreyê hebe, pêwîste komîteya amadekar jî raporta xwe pêşkêş bike da em bizanin di karên xwe gihîştiye ci cihî";. + +Ji aliyek din ve endamê serkirdatiya YNKê Ferîd Eseser di vê derbarê de ji Rûdawê re aşkere kir ku ";Desthilata ti kes û dezgehekê di nava YNKê de nîne ku karibe kongreyê paş bixe";. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; ji aliyê PYD û partiyên hevalbendên wê ve, rêveberiya xweseriya demokratîk ya ";Kantona Kobanî"; ya Rojavayê Kurdistanê jî îro (27.01.2014) hat ragihandin. + +Li gorî nûçeyeke ajanas ANHA, PYDê û hevalbendên, bêy beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Kobanî ragihandin. + +Kantona kobanî ji Serokê encûmena tenfîzî, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk tê. + +Kantona Kobanî ji van kesan pêk tê: + +Serokê encûmena tenfîzî: Enewr Mislim + +Dû cîgirê serokê encûmena tenfîzî: Bêrîvan Hesen û Xalid Birkl Mihemed. + +Serokê desteya têkiliyên derve: Îbrahîm Gedo + +Desteya berevanî û xweparastinê: Îsmet Şêx Hesen + +Serokê Desteya Karên Hundirîn: Ehmed Osman Dadilî + +Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Mistefa Ebdî Mehemed + +Seroka Desteya Maliye: Eliya Sîdî + +Serokê Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Mehmud Bişirî Beşar + +Serokê Desteya Perwerdeyê: Hisên Mehemed Elî + +Seroka Desteya Çandiniyê: Gulistan Etî Bikî + +Serokê Desteya Tenduristiyê: Dr. Neesan Ehmed + +Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Mehmud Bozan Mislim + +Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Mehemed Şeban + +Serokê Desteya Çandê: Ebdilrezaq Elî + +Serokê Desteya Veguhestinê: Riyad Temo Mistefa + +Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Welat Derwîş Derwîş + +Seroka Desteya Turîstik û Şunwariyê: Mîdya Hemo Genco + +Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mehemed Zahir Mistefa + +Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Wehîde Umer + +Serokê Desteya Mafê Mirovan: Faruk Şahîn + +Serokê Desteya Çavdêriyê: Ehmed Daban + +Seroka Desteya Enformasyonê: Şevîn Mehmud + +Serokê Desteya Dadê: Ewas Xelîl Elî + +Serokê Desteya Enerjiyê: Fazil Mistefa Ehmed + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Bexda hîn bi heman eqliyeta rejîmên berê mamele ligel Kurdan de dike. + +Îro (2701.2014) Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên kurd ên di Parlamentoya Iraqê de li bajarê Hewlêrê civiya, bo beshkirina hûrgiliyên danûstanên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji cihê civînê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de gotarek pêşkêş kir ku têde behsa şandina petrola Herêma Kurdistanê û firotina kir. + +Herwiha peyamnêrê me ragihand ku Nêçîrvan Barzanî red kir ku petrola herêma Kurdistanê bi bihayekî herzan nehatiye firotin û wiha gotiye: ";Yek qetre ji petrola Herêma Kurdistanê bi herzan nehatiye firotin, û li gor standerên cîhanî tê firotin";. + +Li gorî peyamnêrê Rûdawê, di civînê de hemû aliyên Kurd beşdarin û gotûbêjeke vekirî navbera Serokwezîr, Wezîrê Çavkaniyê Sirûştî, Wezîrê Pêşmerge û parlamenterên Kurd bi rêve çû. + + +Hewlêr (Rûdaw / DHA)- Şanda partiya BDPê ku ji her du cîgirên serokê fraksyona BDPê di Parlementoy Tirkiyê de Pervîn Buldan û Idrîs Baluken pêkdihat, ji bo ku nameyê KCKê ji rêberê PKKê Abdula Ocalan re bibe çûbû Qndîlê, duh bi şev vegeriyan Tirkiyê. + +Li gor ajansa DHA yê, Şanda partiya BDPê û HDPê ku di 7ê mehê de serdana Îmraliyê kiribû, nameyek ji 20 rûpelan birbûn ji rayedarên KCKê re, lê ji ber wê demê bersiva wê nameyê ne girtin, di 26ê vê mehê serdana Qndîlê kirin. + +Hat ragihandin ku, şandeyê ew nameyê Qndîlê ku ji heft rûpelan pêk tê, radestî hikûmetê kir, da karibin di dawiya vê hefteyê de, bibin ji Îmraliyê re. + +Wekîla serokê BDPê Pervîn Buldan da zanîn ku, sedema bi paş xistina nameyê ji aliyê KCKê de ewe ku, wan bi hemû astên rêxistinên xwe re nîqaş kirine û di encamê de ew name nivîsandine. + +Buldan aşkere kir ku, pêwîste li dawiya vê hefteyê namyê KCKê bibin ji Ocalan re. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kandîdê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku pêkanîna vê kabîneyê li gorî yên din zehmet e. Barzanî her wiha got, hinartina petrola Herêma Kurdistanê zelal e û dê bişînin Parlamentoya Kurdistanê bo pesendkirinê. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro (27.01.2014) li Hewlêrê bi nûnerên kurd ên Bexdayê re civiya. + +Piştî civînê, Serokwezîr Barzanî civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, civîna îro bo wê hat sazkirin ku nûnerên kurd ji hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê bên agahdarkirin û nêrînê wan bên zanîn. + +Derheqê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî got, Herêma Kurdistanê dixwaze hemû arîşe bên çareserkirin, Amerîka û welatên din jî dixwazin ev kêşe bên çareserkirin. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de kandîdê PDKê ye bo pêkanîna hikûmeta nû, li ser pêkanîna hikûmetê de jî got, pêkanîna hikûmeta nû zehmet e çimkî komkirina hemû hêzan û parvekirina desthilatê hêsan nîne. + +Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ew wek şanda PDKê pêşniyarên xwe ji Tevgera Gorranê û YNKê re pêşkêş kirine û dê demên pêş de bi aliyên din re jî bicivin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser îdiayên ku dibêjin petrola Kurdistanê bi nirxek erzan tê firotin, got, dilopek petrola Herêma Kurdistanê jî bi erzanî nehatiye firotin û bi nirxa cîhanî hatiye firotin. + +Barzanî di dawiyê de li ser siyaseta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê de wiha got, zihniyet û siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Kurdistan heman zihniyeta rêjîma berê ye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (SRK) li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê Aram Îkram ji ber nivîsekê li ser qaymeqamê bajarê Kifrî hat desteserkirin. + +Sekreterê SRKê Azad Hemedemîn, derheqê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, îro (27.01.2014) ji ber doza ku ji aliyê qaymeqamê Kifrî ve li dijî berpirsê sendîkayê yê Germiyanê Aram Îkram bi fermana dadgeha Kifrî hat desteserkirin. + +Azad Hemedemîn, anî ziman ku qaymeqamê Kifrî ji ber wê doz li dijî Îkram vekiribû ku di rûpela xwe ya Facebookê de nivîsek li ser wî nivîsandibû. + +Hemedemîn da zanîn, ji ber vê jî Aram Îkram ji aliyê dadgehê ve hat gazîkirin û piştî lêpirsînê hat desteserkirin. + +Sekreterê SRKê got ku fermana dadgehê li dijî qanûna darizandina rojnamevanan e çimkî haya me ji vê fermanê nebû û diviya dadgehê em agahdar kiriban. + +Azad Hemedemîn diyar kir ku ev biryar, zirarê dide pêbaweriya dadgeha Kifrî û SRK jî dê li dijî vê derbikevin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji encama barîna rêjeyek bilind ji baranê lehî li çend cade û taxên Hewlêrê qewimiye û dewama Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê hat ragirtin. + +Herwiha bi sedmema pêla baran barînê ya ji şeva borî (27.01.2014) bajarê Hewlêrê vegirtiye, gelek cade û tax di nav lehiyê de mane û arîşeyên hatin û çûnê peyda bûne. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji şeva borî pêleke baranê piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegirtiye, li gorî amaran jî rêjeya herî bilind a baranê li Dînarte bariye ku rêje gihîştiye 98.2 mlm. + +Rêveberê seqanasî û erdhejênê li Herêma Kurdistanl Fazil Îbrahîm ji Tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêjeya barîna baranê li navçeyên Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de bi vî awayî bû: + +Hewlêr 51mlm, Pîrmam 50.6, Şemamik 21.4, Mexmûr 24.8, Xebat 16, Soran 35.8, Dihok 94.5, Zaxo 93.4, Akrê 61, Bamernê 76.2, Dînarte 98.2, Zawîte 14.9, Silêmanî 18.2, Çemçemal 32.2, Mawet 23.8, Helebce 11, Kelar 7.8, Meydan 10.4, Xurmatû 12, Kerkpk 20, Xaneqîn 5.1 û li Şengalê 71.1 mlm baran bariye. + +Herwiha Fazil Îbrahîmî aşkere kir ku ";Egera wê yekê heye ku baran heta îro êvarî bibare û di sibeha çareşemê de dê seqa cîgîr be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; û ";Kantona Kobanî";ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e sibe (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê bê ragihandin. + +Li gorî her du Kantonên Cizîrê û Kobaniyê, Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî dê ji Serokê encûmena cîbicîkir, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê. + +Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake. + +Civînên encûmenan danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkir ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn. + +Rêveberiya Demî di (12.11.2013) de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ragihand ku wê 9 leşkerên Artêşa Iraqê îdam kirin, piştî ku ew pêr (26.01.2014) li bajarê Felûce êsîr kiribûn. + +DAÎŞê li ser malpera xwe belav kiriye ku çekdarên wê pêr yekşemê 9 leşkerên Artêşa Iraqê li bajarê Felûce yê ser bi parêzgeha Enbarê ve êsîr kirbûn, doh (27.01.2014) ew îdam kirin. + +Herwiha DAÎŞ di dîmeneke vîdyoyî de, ku li ser torên civakî belav kiribû, tê de proseya êsîr kirina wan leşkeran nîşan dide. + +Li gorî ku DAÎŞê ragihandiye, çekdarên wê operasyonek li ser cihê mayîna Atrêşa Iraqê li devera Neîmiye li başûrê Felûce encam dan û di encamê de 9 leşker êsîr kiribûn herwiha dest daniye li ser 6 otombêlan ku agir berdaye 3 otombêlan ji wan û her 3 yê din jî li cem xwe hiştine. + +Berî du hefteyan jî çekdarên heman rêxistinê 4 leşkerên din ên Iraqê li navçeya Bu Balî li rojhilata Rumadî revandibûn û pişitra ew îdam kiribûn, Serokwezîrê Iraqê jî ev yek bi hewldan bo çêkirina şerekî taîfî wesf kiribû, ji ber ku ew her çar leşker Şîe bûn. + +Ji 21ê Kanûnê ve operasyonên leşkerî li parêzgeha Enbarê di domin, herwih şer û pevçûneke tund navbera hêzên eşîretê enbar ji aliyekî û çekdarên radîkal ên DAÎŞê ji aliyekî din ve berdewamin. + +Şêxan (Rûdaw)- Li nahiya Baedrê ya ser bi qeza Şêxan li parêzgeha Dihokê, metirsiya hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye, bi sedema barîna rêjeyeke uekcar gelek ji baranê ku lehî li wê navçeyê çêkiriye. + +Qaîmeqamê qeza Şêxan Îsmail Mistefe ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku ";Bendava Baedrê tijî av bûye û metirsî ji hilweşana wê heye";. + +Îsmail Mistefa herwiha amaje kir ku ew hewl didin ku malên nêzîkî bendavê vala bikin û got: ";Hemû tîmên hawar hatinê di amade başiyê de ne bo bihawar çûna xelkê û dûrxistina wan ji ziyanê";. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li gorî zaniyariyan termê zarokekî di nav lehiyê de hatiye dîtin. + + + + + + + +Silêmanî n(Rûdaw)- Dadgeha Silêmaniyê biryara dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li bankên Silmaniyê. + +Malpera fermî ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser zimanê rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê, Ebdulrehman Salih Reşîd, wiha ragihandiye: ";Nivîsek ji dadgeha Silêmaniyê gihîşte dest me, derbarê dest danîn li ser pereyên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, lewma ligorî wê nivîskê me jî nivîsek di vê derbarê de bo hemû bankan şand bo cî bi cîkirina vê biryarê";. + +Herwiha rêveberê giştî yê Banka Navendî ya Silêmaniyê bê agahiya xwe ji sedema vê biryarê anî ziman. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî birîndar ê Rojavayê Kurdistanê ku dixwast bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibe, lê ji ber gîrobûnê li deriyê sînorî heta birin nexweşxanê jiyjana xwe ji dest da. Qaymeqamê navçeya Sirûcê Abdullah Çîftçî jî piştrast kir ku derbasbûna wî welatiyê Rojavayî ji ber astengiyên îdarî hatiye gîrokirin. + +Li gorî DÎHAyê, duh (27.01.2014) bi şev welatiyê birîndar ê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Îmad Elî li nexweşxaneya bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî nûçeyê, hat zanîn ku Îmad Elî ku di nigê xwe de birîndar bibû, li ber deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Sirûcê gellekî hatibû gîrokirin û piştî ku ji sînorî derbas bibû biribûn nexweşxaneya Sirûcê û ji wir jî şandibûn nexweşxaneya Rihayê, ji ber wê jî gellek xwîn jê çûbû û dema gihandibûn nexweşxaneya Rihayê, can dabû. + +Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî derbarê bûyerê de axivî û ragihand, ew welatiyê Rojavayî ji ber astengiyên îdarî gellekî li ser sînor hatibû gîrokirin lê ji ber ku sînor di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye ew nikarin tiştekî bikin. + +Çîftçî anî ziman ku ji wezareta navxwe xwastiye deriyê sînor bixe bin kontrola qaymeqamiyê. + +Hat zanîn, cenazeyê Îmad Elî dê danê êvarê derbasî Kobanî bê kirin. + + + + +Dihok (Rûdaw) – Li bajarokê Şêxanê yê girêdayî parêzgeha Dihokê, ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê herî kêm 4 zarok xeniqîn, zarokek û 4 rêwiyên otomobîlekê jî wenda ne. + +Peyamnêrê Rûdawê, li Şêxanê û ji zarê qaymeqamê bajêr Îsmaîl Mistefa ragihand, ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê otomobîlek bi 4 kesên tê de ve ketine ber avê û heta niha ti agahiyek li ser wan nîne. + +Li gorî agahiyên peyamnêra Rûdawê li Dihokê jî, ji ber lehiyê 3 zarok li nav çemê Xazir de xeniqîne. + +Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê di heyama 24 saetên borî de baranek zêde barî û ji ber wê jî li gellek dever û gundên parêzgehê lehî rabû û gellek zirarên madî û canî li xelkê da. + +Li gundê Baedrê yê Şêxanê jî, termê zarokî ku ji ber lehiyê xeniqîbû hat dîtin û zarokekî din jî wenda ye. + +Her wiha hat gotin, pira ku li ser rêya navbera Etroş û Dihokê hatiye çêkirin, ji ber ava lehiyê hilweşiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, tirsa hilweşîna bendava Baedrê jî heye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên lêkolîneke hikûmeta Iraqê ku bi alîkariya NY û Banka Cîhanî hatiye amadekirin, her sal Iraq ji ber têkçûna jîngeha xwe 5-8% ji dahata xwe ya millî ji dest dide. Her wiha rêjeya ava Iraqê ji sala 1970an ve nivî bûye. + +Li gorî lêkolînê, rewşa jîngeha Iraqê di heyama çend salên borî de ji ber şer, alozî û zêdebûna nifûsê û givaşa zêde li ser çavkaniyên sirûştî ber bi xirabûnê ve çûye. + +Di raporê de her wiha hatiye ziman ku çawanî û çiqasiya ava Iraqê ji ber çêkirina bendav û pîsbûê û guhertina rewşa hewayê zirarek mezin dîtiye. + +Her wiha hatiye gotin ku ava Iraqê sala 1977an, 5900 metrekûp bû lê niha daketiye 2400 metrekûpan. Ev jî ji ber wê hişksaliya navbera salên 2005 û 2009an qewimiye. + +Li gorî lêkolînê, eger rewşa niha bidome dê heta sala 2040an ava çemên Dîcle û Firatê hişk bike. + +Bernameya Jîngehê ya NY ku wek UNEP tê naskirin, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftinek 5 sale îmzekiriye bo çareserkirina arîşeyên jîngeha wî welatî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên bajarokê Qoserê yê parêzgeha Mêrdînê li Bakûrê Kurdistan, navên kurdî yên gundan li kêleka navên wan ên tirkî hatin nivîsandin û tabloyên wan hatin daçikandin. + +Li gorî AAyê, şaredariya Qosera Mêrdînê, navên kurdî yên gundên deverê li kêleka navên wan ên tirk daçikand. + +Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, ragihand ku vî karî ji ber wê dikin çimkî xelkê deverê kurd in û zimanê wan jî kurdî ye. + +Ferhan Turk, anî ziman ku xelkê deverê bi navên kurdî deverê nas dikin lê mixabin navên hemû gund û deveran tenê bi tirkî hatiye nivîsandin û wiha got: ";Ji ber wê jî me biryar da li kêleka navên tirkî navên kurdî jî bidin nivîsandin, bi vî awayî mirov dê bizanibe ka ji kuderê diçe kurderê."; + +Di çarçoveya asîmîlasyon û tinekirina kurdan de, navên kurdî yên gund û bajarên kurdan li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatine guhertin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî amarên fermî, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 hezar dengder bo hilbijartinên meha Nîsanê yên Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye. Komîsyona Hilbijartinan jî ragihand, ew amar ji wan re pîvan nîne çimkî ew li gorî kopona xwarekê kar dikin. + +Meha Nîsana îsal du hilbijartin dê li Iraq û Kurdistanê bên lidarxistin, hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê. + +Li gorî amarên fermî, hejmara dengderên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên îsal ên Iraq û Kurdistanê 95 hezar zêde bûye ku li Silêmaniyê 41 hezar, li Hewlêrê 34 hezar û li Dihokê jî 27 hezar kes zêde bûne. + +Rayedarên Herêma Kurdistanê hertim dibêjin, Bexda her tiştî bi Herêma Kurdistanê re dike meseleyek siyasî ji ber wê jî serjimêriya Herêma Kurdistanê kêmtir nîşan dide û ew jî dibe sedema kêmbûna kurdiyên kurd li Bexdayê. Lê Wezîrê Bazirganiya Iraqê Xeyrula Hesen ku kurd e, dibêje, rêjeya zêdebûna nifûsê Herêma Kurdistanê li gorî bajarên navîna û başûrê Iraqê nizim e. + +Xeyrula Hesen, tîne ziman ku li Herêma Kurdistanê rêjeya zêdebûna nifûsê daketiye asta navincî û malbat zêdetirî 2 yan 3 zarokên wan tine lê malbatên bajarên başûr û navîna Iraqê xwediyê 8 yan 9 zarok in, ji ber ku li wan deverên Iraqê her zilamek ji jinekê zêdetir tîne. Hine zilam 3 yan 4 jinên wan hene û ev jî ber bi zêdebûnê ve diçe. + +Hesen behsa sedema kêmbûna zêdejiniyê li Herêma Kurdistanê û kêmbûna nifûsa malbatê dike û dibêje, li deverên başûr û navîna Iraqê saziyên jinan bêdeng in lê li Herêma Kurdistanê saziyên jinan bi tundî li dijî zêdejiniyê disekinin û givaşa siyasî jî çêdikin. + +Hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê 44 kursî ye, hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê bo encumenên parêzgehan jî 89 kursî ye ku 32 kursî pişka Silêmaniyê ye, 30 kursî yê Hewlêrê û û 27 kursî jî yê Dihokê ye. + +Endamê Parlamentoya Iraqê Saman Fewzî, got, me ji komîsyona hilbijartina xwast ji nû ve li amara û hejmara kursiyên Kurdistanê binêre, di dawiyê de me karî ji Hewlêr, Silêmanî û Dihokê re kursiyekê zêde bikin. + +Berpirsê komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed jî got, komîsyon li gorî amarên nifûsê kar dikin lê li gorî koponên xwarekê kar dikin. + +Cizîr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê "Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê" şaxa xwe ya sêyemîn li Cizîrê vekir. + +"Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê" piştî Amed û Qoserê bi şubeya xwe ya sêyemîn li Cizîrê dest bi xebatên xwe kir. Ji ber ku di navê Komeleyê de bêjeya "Kurdistanê" hatiye bikaranîn, li komeleyê doza lêpirsînê hatiye vekirin, ji ber wê jî dê komele di despêkê de bi navê "Komeleya Tevgera Ciwanan" bixebite. + +Di rojên pêşîde jî dê komele li Bakûrê Kurdistanê vekirina şubeyên xwe bidomîne. + +Mabesta Komeleyê ya herî girîng hişyarkirina hişmendiya netewî ya Kurdistanê û zimanê kurdiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, dê di civîna sibê de biryara dawî li ser paşxistinê çaremîn kongreya YNKê bê dayîn. + +Li gorî biryara civîna dawî ya YNKê, çaremîn kongreya wê dê roja 31ê Çileya sala 2014an yanê 3 rojên din tê lidarxistin. + +Lê li gorî agahiynê, di nav endam û rayedarên YNKê de pêşniyara paşxistina kongrê tê kirin. + +Derheqê vê yekê de, polîtburoya YNKê îro (28.01.2014) civiya û piştî civînê ragihand, di civînê de li ser çaremîn kongra YNKê her wiha pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye axaftin. + +Li gorî daxuyaniya civînê, biryara dawî li ser paşxistan yan paşnexistina kongrê dê sibê (29.01.2014) li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ya li bajarê Silêmaniyê bê dayîn. + +Zêdetirî salekî ye Talebanî ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin û ji ber partiya xwe dûr e. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, deriyekî sînorî yê din di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de tê vekirin. + +Şandek ji rayedarên devera Germiyanê ya Başûrê Kurditanê çûserdana bajarêKirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û bi parlementer, parêzgar û rayedarên din ên parêzgehê re civiyan. + +Alîkarê rêveberê devera Germiyanê Ebdullah Enwer derbarê serdanê de daxuyanî da AAyê û destnîşan kir ku ji bo têkilî xurt bibin û di navbera herdu aliyan de pêwendî û ticaret pêşkeve, serdan kirine. + +Ebdullah Enwer da zanîn, dê deriyeke sînorî yê di nav di navbera Germiyan û Îranê de bê vekirin û rayedarên Îranê jî soz dane di demek kurt de amadekariyên vê yekê bikin. + +Enwer, li ser vê mijarê wiha axivî: "Me daxwaz kir ku bila deriyê sînor li gundê Til Eloka yê li navçeya Meydanê were vekirin. Ev der nêzî navçeya Salasêye. Rayedarên Îranê jî daxwaza me erênî dîtin û destnîşan kirin ku dê di demeke nêz dê dest bi xebatan bikin."; + +Alîkarê rêveberê Germiyanê destnîşan kir ku bi vekirina vî deriyê sînor re dê têkiliyên deverê yên bazirganî û Îranê pêşbikevinû çûyîn û hatin jî zêde bibe her wiha qerebalixa li deriyê sînor ê Perawizxanê jî sivik bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê, ji ber barîna berfê li Colemerg, Sêrt û Mûşê rêyên 626 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. + +li gorî DÎHAyê, Li Navçeya Berwariya Sêrtê ji duh êvarê ve barîna berfê rêyên gund û deveran ji çûn û hatinê re girt. Li Berwariyê berf gihişt 20 santîmê û rêyên 10 gundên girêdayê Berweriyê ji ber berfê hate girtin. Yekîneyên girêdayê Îdareya Taybet ya Navendê ji bo rêyên gundan vebikin dest bi xebatan kirin. + +Li Mûşê rêya 108 Gundan hate girtin + +Li Mûşê du rojin bê navber berf dibare. Ji ber barîna berfê rêya 108 Gundan ji çûn û hatine re hat girtin. Ji ber ku 2 rojin berf dibare û şaredarî pêyvira xwe pêk nahîne, berfê li ser banan dimînin û dikevin xwarê, dibe sedema ku welatî demên xeter derbas bikin. Welatî neçar man ku bi derfetên xwe berfa derdorê xwe paqij bikin. + + Li Colemergê jî rê hatin girtin + +Li Colemêrgê jî ji ber zêde barîna berfê li navendê 60 santîm li cihê bilind jî berf gihîşt 1.5 mîtrê, dikandarên Colemêrgê neçar man deriyê dikanên xwe girtî bihêlin. + +Bi barîna berfê re rêya 132 gundan û rêya 376 mezrayan ji çûn û hatinê re hate girtin. Di vê navberê de tîmên şaredariyê jî paqij kirina berfê li tax û kolanan da destpêkirin. + + Li Gevera Colemergê jî rêya 59 gundan û mezrayan ji sedema zêde barîna berfê hate girtin û derbasbûna Harûna ji sedema xeteriya aşutê rê ji trafîkê re hate girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê"; û ";Kantona Kobanî";ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e îro (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê jî bê ragihandin. + +Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî, mîna Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî, dê ji Serokê encûmena cîbicîkar, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê. + +Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku Civîna encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî dê saet 10ê sibehê bi dema Rojavayê Kurdistanê li Hola Navenda Rewşenbîrê li bajarê Efrînê bicive da ku hikûmeta Kantonê bi serokatiya Hêvî bê destnîşankirin. + +Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku ji du rojan ve, meydana Azadî li navenda bajarê Efrînê bi wênwyên Rêberê PKKê Ebdulah Ocelan û alên TEV-DEMê tê xemlandin ji bo lidarxistina ahinga pîrozkirina ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê. + +Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake. + +Civînên encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkar ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn. + +Rêveberiya Demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimnaî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwêsta xwe himberî ragihandina rêveberiyên xweseriya demokratîk, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê tên ragihandin, herwiha ew endamên ENKSê yên nav wan rêveberiyan de, aşkere kir. + +PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Cizîrê";, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Kobanî, pêr (27.01.2014) li bajarê Kobanî ragihandine. + +Sekretariya Giştî ya (ENKS) Doh (28.01.2014) Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya. + +Di vicînê de ENKSê pirsa beşdariya hin endamên wê ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne, gotûbêj kir. + +Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin. + +Herwih ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku ";PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike";. + +Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya ";Kantona Efrînê"; jî îro bê ragihandin. + +Berî niha jî Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreya Cenêv2 de, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand ku PYDê bi ragihandina van Kantonan dixwaze helwêsta nûnerên Kurd li Cenêv2 qels bike. + + + +Efrîn (Rûdaw)- Rêveberiya xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî îro hat ragihandin. + + +Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê di 21ê vê mehê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê";, di 27ê mehê de ya ";Kantona Kobanî"; ragihand, îro (29.01.2014) Rîveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî ragihand. + + +Rêveberiya Kantona Efrînê, mîna her du rêveberiyên Cizîrê û Kobanî, ji 22 deste (Wezaret), Serokê desteya cî bicîkar û dû cîgirên wî pêk tê. + + +Kantona Efrînê ji van kesan pêk tê: + + +Seroka Encûmena Cî bicîkar: Hêvî Îbrahîm Mistefe + + +Dû cîgirê serokê encûmena tenfîzî: Remzî Şêxmûs û Ebdilhemîd Mistefe. + + +Serokê desteya têkiliyên derve: Diêman Ceafer + + +Desteya berevanî û xweparastinê: Ebdo Îbrahîm + + +Serokê Desteya Karên Hundirîn: Hesen Beyrem + + +Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Roşan Hisên + + +Seroka Desteya Aborî: Remezan Elî + + +Serokê Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir + + +Serokê Desteya Perwerdeyê: Riyad Mele Mihemed + + +Seroka Desteya Çandiniyê: Eyûb Mihemed + + +Serokê Desteya Tenduristiyê: Xelîl Şêx Hesen + + +Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Ehmed Yusif + + +Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo + + +Serokê Desteya Çandê: Hêvî Şêxo + + +Serokê Desteya Veguhestinê: Welîd Selame. + + +Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Fadil Robcî + + +Seroka Desteya Turîstik û Şunwariyê: Reşîd Ehmed + + +Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd qasim + + +Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Fatime Likto + + +Serokê Desteya Mafê Mirovan: Xelîl Sîno + + +Serokê Desteya Çavdêriyê: Etûf Ebdo + + +Seroka Desteya peywendiyê: Ebdulrehman Selman + + +Serokê Desteya Dadê: Seîd Ismet Gubarî + + +Serokê Desteya Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîe Bilal + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Civîna politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê destpêkir. + +Doh (28.01.2014) politburiya YNKê daxuyaniyek belav kir ku tê de aşkere kirirye ku, di civîna îro de ew dê biryara xwe li ser roja lidarxistina çaremîn kongireyê YNKê, ku birayare sibe (30.01.2014) bê lidarxistin, bide. + +Pirsa dema lidarxistina kongreyê nêrînên cuda di nava YNKê de peyda kirine, di demekê de ku hin tekez li ser wê yekê dikin ko kongre di dema xwe de bê lidarxistin, aliyekî din ligel wê yekê ko kongre bê paşxistin. + +Herwih biryara YNKê biryara xwe ya dawî derbarê çawaniya beşdarîkirinê di kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bide. + +Herwih di daxuyaniya poliburoya YNKê de hatiye ku ";Dema pêkanîna hikûmtê hatiye";, lewma biryara dawî ya YNKê radestî şanda danûstanan bê kirin da ligel şand a Partiya Demokrata Kurdistanê (YNK) di civîna bê de bê gotûbêj kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro 5 hezar xanî li ser xelkê hejar û kirêçî yên bajarê Hewlêrê tên parvekirin. + +Li gorî malpera parêzgrha Hewlêrê, îro (29.01.2014) nûçeyek belav kir ku têde aşkere kiriye ku dê îro 5 hezar xanî li ser hejar û kirêçiyên bajarê Hewlêrê bên parvekirin. + +Xanî dê bi rûya tîropişkê bê parvekirin, ku berî niha formên taybet bi vê mebestê li ser xelkê hatibûn parvekirin. + +Ev xanî bi navê ";Xaniyên Korî"; tên naskirin ji ber ku li ser sîstema Korî hatine avakirin. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rûdaw vîdyoyekê belav dike bê çawa lehiya ku doh li bajarê Dihokê qewimiye, zarokeke 8 mehî ";Bi navê Hêvî"; ji himbêza dayika wê direvîne û piştî 24 demjimêran dayika Hêvî termê zaroka xwe himbêz dike. + +Çi bûyereke sirûştî li seranserê cîhanê kareseteke dilêş li şûn xwe dihêle, lehiya bajarokê Baadrê jî li Dihokê bû kareseteke ku qet nayê jibîr kirin, ji ber ku canê 5 kesan ligel xwe birin ku yek ji wan qurbaniyan Hêvî ya 8 mehî bû ku ji lehiyê ew ji ber sînga dayika wê dizî. + +Ji şeva 27ê mehê ve baraneke bi xwelî seranserê parêzgeha Dihokê vegirt û lehî li piraniya navçeyan rabû, bi taybetî li bajarokê Baadrê. Di nava lehiyê de Ednan Yusif dîmenên vîdyoyî digirtin, lê wî nizanî bê wê di nav dîmenên wî de wêneyekî dilêş derkeve bê çawa lehî zarokekê ji dayika wê didize. + +Ednan Yusif çîroka vê dîmenê ji Rûdawê re wiha behs dike: ";Em li ser rê bûn, baraneke bixwelî dibarî, lê tiştê neçavlirê hatina lehiyeke bihêz bû ku bilndiya wê nêzîk 1 mitrê bû, em birêve çûn û me otombêlk dît ku 5 zarok, jin û zilamek tê de bûn."; + +Ednan gotinên xwe berdewam dike û dibêje: ";Di destpêkê me me dixwest em rêya xwe temam bikin, lê hevalê wî Serdar Qadirî got: bila em vgerin û binêrin bê ew otombêla ku 5 zarok tê de ne rizgar bû yan na."; + +";Dema em vegeriyan lehiyê metirsî kiribû dilê her 5 zarokan de û hawara û qêrîn dikirin, em bi hawara wan ve çûn û me 4 zarok rizgar kirin, û Hêvî ya 8 mehî di himbêza dayika xwe de bû."; + +";Hêvî di himbêza dayika xwe de bû, lê hêza lafawê dayik da erdê û Hêvî jî ji ber singa wê revand û li gel xwe bir. Dayikê xwest li pey Hêvî biçe da wê rizgar bike… lê me nehişt";. + +";Hêvî heta heta çû û êdî li sînga dayika xwe venegeriya."; + +Îro (29.01.2014) sibehê, termê hêvî û çar kesên din li gundê Bê Boza, ku 6 kilomitran ji cihê bûyerê dûre, hat dîtin. + +Ji bilî Hêviya 8 mehî, lehiyê otombêleke din li ber xwe bir ku 4 kes tê de bûn, li gorî ku Ednan bo me ragihandî ";Temenê wan di navbera 35-45 salan de bûn."; + +Rojnameya Evro, di pela destpêkê de wêneyê Hêviya 8 mehî belav kiriye, û amaje kirk u bi sedema lehiya Baadrê 8 kes xenqîn û 7 kesên din heta niha nediyarin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojava piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê û Kobanê, Kantona Efrînê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand. Jina bi navê Hêvî Îbrahîm Mistefa wek seroka wê rêveberiyê ku rola serokwezîr dibîne, hat hilbijartin. + +piştî ragihandina rêveberiyên kantonên Cizîrê û Kobanê li Rojavayê Kurdistanê, sêyemîn kantona jî li Efrînê hat ragihandin. + +Kantona Efrînê dê ji aliyê serokek jin ve bê birêvebirin. Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di saetên sibê de kom bûn. + +Di civîna Encumena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de, rêveberiya kantonê, hate destnîşankirin û Hêvî Îbrahîm Mistefa wek seroka wê ku rola Serokwezîr dilîze hat hilbijartin. + +Yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi dengê pêbaweriyê dest bi xebatê xwe kir. Di civînê de her wiha du alîkarên serok û 22 wezîran jî sond xwarin. + +Navên Serokê meclîsê, alîkarên wî û serokên desteyan wiha ne: +Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê (Serokwezîr) : Hêvî Îbrahîm Mistefa, +Cîgirê Seroka Meclîsa Rêveber : Remzî Şêxmûs, Cigîrê Seroka Meclîsa Rêveber: Ebdil Hemîd Mistefa, +Serokê Desteya Têkiliyên Derve: Silêman Ceefer, Serokê Desteya Parastinê: Ebdo Îbrahîm, Serokê Desteya Karên Hundirîn: Parêzer Hesen Beyrem, Seroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Dr. Nûrşan Hisên, Seroka Desteya Darayî: Remezan Elî, Seroka Desteya Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir, Serokê Desteya Perwerdeyê: Dr. Riyaz Menle Mehemed, Serokê Desteya Çandiniyê: Eyûb Mihemed, Serokê Desteya Tenduristiyê: Dr. Xelîl Şêx Hesen, Serokê Desteya Bazirganî û Aboriyê: Dr. Ehmed Yûsif, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo, Seroka Desteya Çandê: Hêvîn Şêxo, Serokê Desteya Veguhestinê: Welîd Selame, Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê: Fazil Robcî, Serokê Desteya Tûrîstîk û Şûnwariyê: Reşîd Ehmed, Serokê Desteya Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd Qasim, Seroka Desteya Karûbarên Jin û Malbatê: Fatme Lekto, Serokê Desteya Mafê Mirovan: Dr. Xelîl Sîno, Serokê Desteya Çavdêriyê: Etûf Ebdo, Seroka Desteya Enformasyonê: Ebdil Rehman Selman, Serokê Desteya Dadê: Seîd Esmet Xûbarî, Serokê Desteya Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîi Bilal + +Li Rojava ji wan sê kantonên ku hatine avakirin yek jê Kantona Cizîrê ye, Kantona Cizîrêyê di 21'ê Çileya 2014'an de rêveberiya xweseriya demokratîk ragihandibû. Kantona Cizîrê ya ku bi sê zimanê fermî ji serokwezîr û 22 wezîran erkdar kiribûn. Konatona Cizîrê meclisek demkî ku ji 101 kesî pêk dihatin, avakirbû. Li piştî avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê, di 27'ê Çile da Kantona Kobanê rêveberiya xweseriya demokratîk ragihand. Ji bo serokê Kantona Kobanê Enwer Mislim wek hat hilbijartin û desteya wezîran a Kobanê jî ji 22 kesan pêk tê. + +Dê her sê kanton jî di nava 4 mehan de biçin hilbijartinê. Divê parlementoyên xwe nû bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya rêpêgirtina tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê amara 2013ê belav kiriye ku derdixe Hewlêr bi kuştina jinan bi pileya yekem tê, Silêmaniyê jî bi destdirêjiya ser jinan. + + +Li gor vê amarê, par bi giştî 5316 haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê hebûn(Hewlêr 1745, Duhok 1329, Sillêmanî 1270, îdareya Germiyan 555 û îdareya Raperîn 417 halet). + + +Weke ku derdikeve, li gor sala 2012ê, tundûtîjî bi hemû cûreyan ber bi zêdebûnê ve çûye. + + +Li gor amara 2012ê, li Kurdistanê 4645 haletên tundûtîjiyê hatine tomarkirin, lê sala 2013ê 671 halet zêde bûne. + + +Piştî belavbûna amarên tundûtîjiya dijî jinan, grûpa jiyan biryar da şevane li ber nivsgeha parlementoyê li Silêmaniyê têkevin girêvê. + + +Rêbera vê grûpê Behar Munzir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Me çalakî bi sedema van amaran û çend haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê rêk xistin. + + +Di salekê de li vê herêma me 50 jin hatin kuştin. Wate li vê herêmê mehane 4 jin tên kuştin. Ev bese da ku em bêjin Herêma Kurdistanê navçeyeke bitirs e bo jian." + + +Di girêva grûpa Jiyan de, bi rûpelên rojnameyan pêşengehek taybet bi tawanên dijî jinan hate pêkanîn, ku heftenameya Rûdawê diyartirîn yek ji nav pêşengehê bû. + + +Rûdaw ji yekem hejmar ve berdewam rûpelek teybet bi pirsgirêkên jinan vekiriye. + + +Di xişteya amarên amarên sala 2012ê yên vê rêveberiyê de, xaneyek hatibû terxankirin bo amarên îşkencekirina jinan, ku tê de 691 haletên îşkencekirinê hatine tomarkirin, lê di xişteya amarên 2013ê de ev xane nîne. + + +Hewlêr bi kuştin û xwekuştina jinan li pêş e Li gor amara rêveberiya rêpêgirtina tundûtîjiya dijî jinan, par 50 jin hatin kuştin, ku pirraniya wan (28 jin) ji Hewlêrê bûn, ji Duhokê 11 jin û ji Silêmaniyê 4 jin. + + +Herwiha ji Germiyan 6 jin û ji Raperînê jî yek jin hate kuştin. Par li tevaya bajerên Herêma Kurdistanê 36 jinan xwe kuştin. + + +Di vê de jî Hewlêr li pêş bû: (Hewlêr 15, Duhok 7, Silêmanî 8, Germiyan 5 û Raperîn jî yek jinê xwe kuşt). Silêmanî di destdirêjiyê de li pêş e Li gor vê amarê, par li Silêmaniyê bêhtirîn haletên destdirêjiyê bo ser jinan hatin tomarkirin ku 73 halet bûn. Piştre jî Duhok tê, ku 28 halet bûn. Herwiha Hewlêr 8 halet bûn, lê li Germiyan 7 û li Raperînê 22 haletên destdirêjiyê hatin tomarkirin. + + +Lê li gor amara du salên borî derdikeve ku destdirêjiya ser jinan bi giştî kêm bûye, bi awayekî ku di sala 2012ê de 170 haletên destdirêjiyê hebûn, lê par daket 138 haletê. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê serokê HDPê Sirî Sureya Onder ragihand ku, damezrandina kantonan li Rojavayê Kurdistanê û ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk hemû pêşbînî û daxwaza Rêberê PKK Abdula Ocalan bû. + +Onder di hevpeyvînekê taybet li gel televîzyona Rûdaw de got, tevî ku li Îmraliyê li ser Ocalan dûrpêçkirneke tund heye, û mercên wî pir zehmetin, lê ew bi pêvajoyê gelekî geşbîne. + +Onder ku di heman demê de perlementerê HDPê yê Stenbolê ye diyar kir ku, Ocalan piraniya demê xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dike, di riya televîzyonan de rojevê dişopîne. + +Sirî Sureya Onder da zanîn ku, Rêberê PKKê di nameyê xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, silav û rêzên xwe şandiye û daxwaza piştgiriya wî ji Rojavayê Kurdistanê re kiriye, û hêvî kiriye ku di nîzîktirîn dem de Kongreya Netewey ya Kurd bê li dar xistin. + +Bernameya Hevpeyvîn ya televîzyona Rûdawê mêvandariya Sirî Sureya Onder dike, û roja (04.02.2014) demjimêr 21:05 bi dema Hewlêrê dê ev hevpeyvînli ser Rûdawê bê weşandin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Oso ragihand ku dê roja (02.02.2014) ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bicive. + +Mistefa Oso, derbarê mijarên civîna ENKSê di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Di civîna roja yekşemê de dê çarenvîsa endamên ENKSê yên ku tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bûne bê gotûbêjkirin û dê biryara dawî jî di derheqê wan de bê sitandin."; + +Mistefa Oso ku di heman demê de Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd e, aşkere kir ku ";Nêrînek di nav piraniya endamên ENKSê heye ku endamtiya wan kesan bê ragirtin, û di nêrîna min de dê ev biryar bê sitandin";. + +PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Cizîrê";, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Kobanî, roja (27.01.2014) li bajarê Kobanî û doh (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratî a ";Kantona Efrînê ragihand";. + +Her yek ji Partiya Çep a Kurd, ku Sekreterê wê Mihemedê Mûsê ye, Partiya Çepa Demokrat ya Kurd, ku Salih Gedo skreterê wê ye û Ekrem Hiso, ku endamên ENKSê ne beşadrî rêveberiyên PYDê bûne. + +Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê pêr li bajarê Qamişlo civiya bû û ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin. + +Herwiha ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku ";PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike";. + +Mistefa Oso di vê derbarê de tekez kirk u di civîna roja (02.02.2014) ya ENKSê de dê biryara dawî derbarê her du partiyên çep û Îsa Hiso de bê sitandin. + + +Siêmanî (Rûdaw)- Plana ku Hikûmet Herêma Kurdisranê li navçeyên cihê nakokiyê di warê perwerdeyê de birêve dibe, wek peykereke berfê ye ku di dawiyê de her bi pihînan tê xistin, ji ber ku hemû zarokên ku bi rêbazeke kurdî heta qonaxa amadeyî dixwînin, di dawiyê de diçin ber destê rêbaza Erebî ku li Bexdayê hatiye danîn. +Dema 11 salan xwendina kurdî yek ji kêşeyên mezin ên wan navçeyên ku dikevin sînorê madeya 140 û bi navçeyên cihê nakokiyê tên binavkirin. +Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dawiya 2003ê ve bo çareserkirina van pirsgirêkan, dest bi proseyekê kir, ku di vekirina dibistana Kurdî, peydakirina mamoste û fermanbera û pêdawîstiyên xwendinê de tê dîtin, lê her Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe xwendekarên van navçeyan neçar dike piştre berê xwe bidin Tekrît, Bexda û bajarên din ên erebî bo bidawîkirina zanîngehê. Bar li ser milê Bexdayê sivik dikin Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, ku siyasî herdem pêdagîriyê dikin li ser wê yekê ku pirraniya nişteciyên wê kurd in, heta wê roja ku xelkên vî bajarî peykera Sedam Husên li vî bajarî şikandin, yek dibistan bi zimanê kurdî tê de nebû, lê di van 11 salan de 508 dibistanên kurdî li sînorê vê parêzgehê, li ser erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek ji wan jî bi budceya Bexdayê vebûn. +Rêveberê xwendina kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kake dibêje "Eger qedera me ye ku em Kerkûkî bin, em neçar in berê xwe bidin zanîngeha Bexdayê û bajarên din ên Iraqê." +Wek rêveberên kurd ên perwerdeya Kerkûk û Xaneqîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behs kirin, xercî û rêvebirina 528 dibistanên bingehî û amadeyî yên vê navçeyê bo dema 12 salan dibe li ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê û dawiyê jî diçin aliyê sîstema xwendia Bexdayê li wê derê bawernameya zanîngehê werdigirin. +Rêveberê berê yê perwerdeya Xaneqîn Husên Saye behsa rewşa derûnî ya wan malbatan dike ku neçar in zarokên xwe bişînin aliyê rêbaza erebî ya Bexdayê "Dibe ev kurd jî jibîr bikin ku di vê demê de fêr bûn, beşek ji wan ji vê yekê nerazî ne û dizanin ti rêyeke din li ber wan nîne." 80 milyar dînar bo fêrkirina kurdî Sala 2003ê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kerkûkê dest bi xwendinakurdî kir. Şêrzad Reşîd dibêje yakemîn dibistana kurdî sala 2003ê vebû. +Ji wê demê ve heta niha 508 dibistanên kurdî û 13 baxçeyên zaorkên biçûk hene, ku 92 hezar û 800 xwendekaran li xwe digirin. Ji ber ku Bexda piştgiriya xwendina kurdî nake, hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bû li ser budceya xwe 8 hezar û 200 fermanber û mamosteyan bo wan dibistanan têxe kar û mûçeyan bide wan, ku wek rêveberê xwendina kurdî li Kerkûkê behs kir, salane 78 milyar dînar budce ji wan re dabîne dibe. +Şêrzad Reşîd Kake dibîne ku ev pereyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhûde naçin "Ji ber ku her tiştek nebe fêrî kurdî dibin ku berê ji wan re qedexekirî bû." +Kurdistan wan fêr dike, Bexda jî wan ezmûn dike Xaneqînî bi gellek xalan xwe ji Kerkûkê cuda dikin û dibînin ku ji wan re nêzîktirbûna ji Herêma Kurdistanê û vegera vî bajarî bo siruşta xwe ya berê û destxistina zeviyên dagîrkirî baştir baştir e. +Lê ji aliyê xwedinê ve rewşa wan nûçeya dilxweşker tê de nîne. Li Xaneqîn 20 dibistanên kurdî pêk hatine. +Salane 3 milayr û 600 milyon dînar ji budceya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo mûçeya mamoste û fermanberên dibistanên kurdî û 70 milyon dînar jî bo pêdawîstiyên xwendinê dabîn dibin. +Li Xaneqîn 12 dibistanên erebî jî hene, ku wek Husên Saye got "92 ji sedî ji xwendekarên dibistanên erebî jî kurd in û ji Xaneqîn in." +Kêşeyeke din a xwendekarên Xaneqîn têkçûna xwendina kurdî ye, çiku wek ku Husên Saye behs kir "Van xwendekaran heta dawiya salê bi rêbaza kurdî dixwendin. +Lê di ezmûnên dawiya salê de, Bexda pirsan ji wan re dişîne ji bo ezmûnkirinê, ku vê yekê jî kir ku hinek ji xwendekaran derneçin, çiku wan nexwendine." + +Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Kotolê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe ya ducan kuşt. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro (30.01.2014) li gundê Raziyê li devera Kotolê li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, jinek ducan ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hat kuştin. + +Hat zanîn, şeva beriya bûyerê zilam hevjîna xwe ya ducan şev heta sibê bi darekî ve girêdabû. + +Li gorî agahiyan, zilam demek dirêj e madeyên hişbar bikar tîne ji ber wê jî hertim navbera wî û hejîna wî de alozî derdiket. + +Her wiha hat gotin, ji ber ku zilam li hevjîna xwe dabû zaroka wî ya yekemîn nivîşkan ji dayik bibû. + +Gundê Raziyê dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê û 3 km dûrî bajarokê Kotolê ye ku ew jî girêdayî bajarê Xoyê yê Ormiyê ye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. Derheqê rewşa Talebanî de jî hat gotin,Talebanî li nav bajarê Berlînê ji xwe re digere. + +Polîtburoya YNKê îro civiya û piştî civînê , kargerê polîtburoyê Mela Bextiyar ji malpera fermî ya partiya xwe re ragihand, hevjîna sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî Kosret Resûl û Berhem Salih ji vir û şûnde dê wek sekreterekî/ê kar bikin. + +Mela Bextiyar diyar kir ku di civînê de karîne pişka mezin a nêrînên cuda nêzîkî hev bikin û wiha got: ";Em di civînên duh û îro de gihîştin encamên dilxweşker."; + +Wî berpirsê YNKê her wiha da zanîn, bo yekemîn car piştî kongreya sêyemîn a YNKê, encumenên serkirdetî û navendî yên YNKê dê sibê (31.01.2014) bicivin û li ser çawaniya lidarxistina kongre yan jî paşxistina wê biryar bidin. + +Mela Bextiyar li ser nakokiyên nav YNKê de jî got, YNK mîna partiyên din nîne ku nakokiyên xwe veşêre ji ber ku hebûna nakokiyan û diyaloga li ser nakokiyan yek ji xalên bihêz ên YNKê ye, çimkî em nakokiyên xwe venaşêrin ku ji nişkave biteqe û dema pêwîst bikem em behsa wan dikin û ez piştrast im ku sibê her du encumen dê bi awayekî berpirsiyar tevbigerin. + +Li gorî biryara rêveberiya YNKê, divê çaremîn kongreya wê sibê were lidarxistin lê tê pêşbînîkirin kongre were paşxistin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê YNKê Celal Talebanî, zêdetirî salekî ye ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin. + +Agahiyên herî dawî li ser rewşa tenduristiya Talebanî ku ji aliyê berdevkê rewşa tenduristiya wî Dr. Necmedîn Kerîm ve hatiye ragihandin, ew e ku rewşa wî baş e û ";li nav bajarê Berlînê"; ji xwe re bi otomobîlê digere. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, di encama şer û pevçûnên navbera alîgirên BDP û Hûda-Parê de 10 kes birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îşev li navçeya Lîce ya Amedê ji ber sedemên ku heta niha nehatiye zanîn, di navbera komek alîgirên BDP û Partiya Doza Azad (Hûda-Par) şer û pevçûn derket. + +Li gorî nûçeyê, di bûyerê de nêzîkî 10 kes birîndar bûn ku hinek ji wan rakirin nexweşxana zanîngeha Dîcle ya Amedê û hinek jî şandin nexweşxana Lîcê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, her du alî hevdû bi destpêkirina êrişên îşev tohmetbar dikin. + +Hat zanîn, bi mudaxeleya polîs şer û pevçûn bidawî bû lê alozî heta niha jî didome. + +Hûda-Par partiyeke kurdî-îslamî ye ku par hat avakirin. Tê gotin li ser îdeolojiya Hizbullahê dimeşe. Hizbullah di salên 1990î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li dijî PKKê hat bikaranîn û gellek kes ji aliyê wê rêxistinê ve hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên keç di warê çawaniya bikaranîna keresteyên xemilandinê her wiha aliyên nebaş ên keresteyên makyaj û xemilandinê yên qaçax tên perwerdekirin. + +Li gorî ajansa ÎSNAyê ya îranî, berpirsê xwarin û derman ê zanîgeha pijîşkî ya Sine Dr. MIhemed Temîmî, di civîna encumena nehîştina keresteyên qaxaç ên xemilandinê de ragihand, li seranserê parêzgehê di heyama 9 mehên borî de (ji Newroza par heta dawiya Kanûna par) zêdetirî 3 hezar û 500 xwendekarên keç ên di qonaxa lîseyê de derbarê çawaniya bikaranîna rast a keresetên makyaj û xemilandinê hatine fêrkirin. + +Dr. Temîmî da zanîn, her wiha li ser zirar û aliyên nebaş ên bikaranîna keresteyên qaçax ên makyajê jî ew xwendekar hatin agahdarkirin û hezar û 331 salonên makyajê jî hatin kontrolkirin û 527 kes ji endamên Yekitiya Jinên Makyoz ên parêzgehê hatin perwerdekirin. + +Qeladiz (Rûdaw)- Ji encama wergerana otombêlekê li ser rêya serekî ya Qeladize-Sengeserê, 2 xortan jiyana xwe ji dest dan û yekî din jî bi giranî birîndar ket. + +Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê Osman Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Doh (30.01.2014) demjimêr 10ê êvarî bi sedema wergerana otombêlekê 3 xor ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, du ji wan xortan bi navê Şêwaz Mihemed, temen 19 salî, û Cêgir Ebûbekir, temen 20 salî, berî bigihin nexweşxaneyê jiyana xwe ji destdabûn."; + +Osman Mihemed da zanîn jî ku ";Xortê sêyem bi navê Tiwana Kakereş, li nexweşxaneya Qeladizê dermankirineke destpêkî bo wî hati kirin, lê ji ber giraniya birînên wî ew ji bo Silêmaniyê hat veguhestin."; + +Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê amaje kir ku otombêl li cihekî nêzîk holên helkeftên Qeladizê wergerabû û guman tê kirin ku sedema bûyerê tîj ajotin be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xiristiyan û Aşûriyên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzeke taybet bi xwe bi navê Sotoro damezrandin û hinek ji hêzên rejîma Sûriyê jî di nava vê hêzê de hene. + +Cîgirê Sekreterê Rêxistina Aşûrî li Qamişlo Dr. Melek Yeqûb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Ti hêzên çekdar ser ên bi Aşûr û Xiristiyan ve nînin, lê me yekîneyên parastinê bi navê Sotoro damezarndiye da taxên ku Aşûrî û Xiristî tê de hene biparêze."; + +Çekên di destê hêza Sotoro de heta niha tenê çekên sivik in, tevî 3 otombêlan jî ku di dest wan de hene. + +Yek ji berpirsên hêza Sotoro ji ofîsa xwe li bajarê Qamişlo ragihand ku wan dest bi çalakiyên xwe li nava bajêr kirine û hêvî xwest ku karibin li navçeyên din ên ";parêzgey Hesekê"; çalakiyên xwe bikin herwiha got ku ew hemû aliyan diparêzin û di nav wan de Aşûrî û Xiristiyan jî. + +Ji bilî hêza Sototro niha hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê, Hêzên Parastina Niştimnaî (ya ser bi rejîmê ve) û Yekîneyên Prastina Gel ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li bajarê Qamişlo hene. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê da, ku biryarbû îro hatibe lidarxistin. + +Encûmena serkirdatiya YNKê ji doh (30.01.2014) li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî dest bi civînên xwe kiribû îro ew civîn bidawî hat û daxuyaniyek derbarê biryarên ku hatin dayîn hat belavkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye ku civînê biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê bo demek nediyar da, herwih encûmena serkirdatiyê berpirsiyariya vê biryarê xiste stûyê xwe. + +Herwih di daxuyaniyê de amaje hat kirin ku dê çaremîn kongireyê YNKê di demek guca de bê lidar xistin. + +Ji aliyek din vê, biryare îro piştî nîvro polîtburo, encûmena serkirdatiyê û encûmena navendî ya YNKê li baregeha polîburoya YNKê bicvin, bo gotûbêjkirina biryara paşxtistina kongreyê YNKê. + +Doh pêncşemê jî Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. + + +Çoman (Rûdaw)- Îro sibehê agir girte tankereke veguhestina sotemeniyê li ser rêya serekî ya Çoman-Hacî Omeran û di encamê de şofêrê tankerê jiyana xwe jidestda. + +Rêveberê navenda berevaniya şaristanî ya Çomanê, Ehmed Necat, ji Troa Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ";Piştî agehdarkirina me ku agir girte tankereke veguhestian sotemeniyê demjiêmr 05:50 li gundê Aşê Bire Gwêz di navbera Çoman û Hacî Omeran de, yekser tîmên me gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin."; + +Ehmed Necat aşkere jî kir ku piştî encamdana pişkinînê li derket ku sedema gir girtinê bikar anîna alaveke germkirinê bû ji aliyê şofêrê tanker ve, ku dixwest xwe gerim bike. + +Herihw navhatî amaje kir ku agera wê yekê heye ku şofêrê tanker berî vêketina agir jiyana xwe jidestdabê. + +Rêveberê navenda berevaniya şaristanî ya Çoman ragihand jî ko tanker Îranî bû û şofêrê wê bi navê Rehîm Sultan Xezer e ku temenê wî 54 sal bû, şêniyê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ye, her wiha ji bo encamdana lêkolînên bêtir termê şofêrî bo pizîşkê dadwerî yê Soran hat veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî awayê rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bo şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê û dema ku dirêj kiriye, aşkere kir. + +Nêçîrvan barzanî ragihand ku rêkeftina navbera Herêma Kurdsiatn û Tirkiyê piştî du salan ji hewl û danûstanan hatiye îmzekirin. + +Ev cara yekem e ku Barzanî behsa dema gihîştin bi rêkeftina ligel Tirkiyê dike, ev yek jî di çarçoveya civîna Barzanî ligel parlamentrerên Kurd di Parlamentoya Iraqê û wezîrên Kurd li Bexdayê de hat gotin, ku berî çend rojan li Hewlêrê hatibû encam dan. + +Ji aliyekî din, şarezaye Amerîkî di warê enerjiyê de Maykil Nites dibêje ku kişandina boryiên petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê du kartên bihêz xistin destê Kurdan de, heta bikarin ligel Bexdayê bi awayekî baş bilîzin. + +Maykil Nites di wê baweriyê de ye ku şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê dibe sedema wê yekê ku êdî Bexda nikaribe pişka bûdeya Kurdistanê bibirre. + +Wî şarezayî her wiha ragihand ku bi firotina petrola Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê, dê bibe sedema wê ku Kurd bihêz liser mêza danûstanan ligel Bexdayê rûnê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya komarê ya Amedê, di lêpirsîna ku derheqê afîşên pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê li dijî komîteya lidarxistina merasima wê rojê encam dabû, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ku wek du sembolên xebatên jinên cîhanê tên nasîn û nêzîkî 90 sal berê mirine, wek ";endamên PKKê"; bi nav kir. + +Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) ku rêxitineke jinan a nêzîkî BDPê ye, par li Amedê bo pîrozbahiya roja jinên cîhanê hinek afîş dabû çapkirin û li nav bajêr belav kiribû. + +Li ser afîşan wêneyên her sê jinên PKKyî yên ku par li Parîsê hatin terorkirin (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez), yekemîn pêşmergeya kurd li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim û sembolên xebata jinên cîhanê Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn hebû û li ser wiha hatibû nivîsandin: ";Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye";. + +Biryar bû çalakî roja 3ê Adara 2013an were lidarxistin, lê dozgeriya komarê ya Amedê bi hêceta ku li ser afîşê wêneyên endamên PKKê heye, fermana komkirina afîşan dabû û paşê li dijî endamên komîteya lidarxistina merasimê lêpirsîn dabû destpêkirin. + +Li gorî DÎHAyê, dozger di lêpirsînê de diyar kiribû, her çiqas ji ber xatirê bikaranîna risteya ";Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye"; û wêneyên ";endamên rêxistina terorê Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez"; lêpirsîn hatibe vekirin jî lê ji ber ku sûcdaran dîsa afîşên xwe kirin, dadgehê biryara neşopandinê da. + +Derheqê vê mijarê de, parêzer Rûşen Seydaoglu diyar kir ku afîşên ku bo roja jinên cîhanê hatibûn çapkirin, beriya ku bên belavkirin hatin komkirin lê dîsa li dijî komîteya merasimê lêpirsîn hat kirin. + +Rûşen Seydaoglu anî ziman, dema wan biryara dadgehê lêkolîn kirine dîtine ku dozger Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg jî wek endamên PKKê hesibandiye û wiha got: ";Ev, nîşan dide ku daraz ji dînamîka bingehîn a cîhanê ku xebata jinê ye, ti tiştekî nizane, ji ber wê jî dosyayên tundiya li dijî jinan hemû bêencam û lawaz tên darizandin…"; + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû vexwendin, ji ber astengiya rayedarên tirk ên li ser sînor, nekarî derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe. + +Li gorî agahiyên ajansên nêzîkî PYDê, Asya Ebdullah ku ji bo tevlî konferansa HDP’ê ya li Enqerê bibe hatibû vexwendin, ji bo derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe û ji wir jî biçe Enqerê, îro (31.01.2014) di saetên nîvro de çû Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê beramberî navçeya Qoserê ya Mêrdînê. + +Lê li wir berpirsên tirk diyar kirin ku ji bo derbasbûnê nivîsek ji wan re nehatiye şandin lewma destûr nedan ku Asya Ebdullah û şanda pê re derbas bibe. + +Li gorî agahiyên ji rayedaran hatine girtin, ji bo derbasbûna Asya Ebdullah hemû destûrên pêwîst hatine girtin, lê bi hêceta ku Walîtiya Mêrdînê nav nedan,e destûra derbasûnê nehatiye dayîn. + +Hat zanîn, Ebdullah û şanda pê re li ser sînor li benda destûrê ne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ji ber daxuyaniya Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar tevlî civînên rêveberiya partiya xwe nebûne. + +Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, duh (30.01.2014) li ser naveroka civîna polîtburoya partiya xwe daxuyanî da medyaya YNKê û ragihandibû, ji vir û pêde her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih her wiha hevjîna Talebanî û endama polîtburoyê Hêro Îbrahîm dê li şûna Talebanî bibin sekreterên YNKê. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna duh de li ser pêşniyar û daxwaza Kosret Resûl û Berhem salih biryara guhertina di nav organ û saziyên YNKê de hatiye dayîn lê Mela Bextiyar Behsa wê nekiriye. + +Her wiha hat gotin ku tiştek din a ku Mela Bextiyar behsa wê nekiriye, ew e ku şandek ji polîtburoya YNKê serdana Talebanî bikin ku zêdetirî salekî ye ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin û jibilî hevjîna wî Hêro Îbrahîm û pijîşkê wî yê taybet Dr. Necmedîn Kerîm ti kesekî din ew nedîtiye. + +Rêveberiya YNKê îro jî li ser lidarxistina çaremîn kongreya partiyê û çawaniya beşdarbûna YNKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û hinek mijarên din civiya. + +Li gorî daxuyaniya civînê, di civînê de biryar hat dayîn çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû îro (31.01.2014) were sazkirin, were paşxistin lê dema wê nehat diyarkirin. + +Derheqê pêkanîna hikûmetê û helwesta YNKê de jî hat gotin, lêjneya YNKê ya pêkanîna hikûmetê beşdarî gotûbêjên pêkanîna hikûmetê digel hêzên din bibe û vê yekê bigihîne encamekê. + +Amed (Rûdaw) - Birayê Namzedê Bajarê Mezin a Rihayê û şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Ezîz Baydemîr jiyana xwe ji dest da. + +Ezîz Baydemîr piştî ku di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de ji emeliyata dil derket û rewşa wî her ku çû xeter bû, îro (31.01.2014) danê êvarê wefat kir. + +Cenazeyê Ezîz Baydemîr piştî nimêja êvarê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate definkirin. Osman Baydemîr li ser gora birayê xwe helalî ji birayê xwe xwest û ew bi ber koça dawî ve oxir kir. + +Di merasîma cenazeyê de xelkê Amedê Osman Baydemîr tenê nehîşt û di heman demê de namzedên Hevseroktiya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û Parlementera Amedê Leyla Zana jî beşdarî merasima definkirinê bûn. + +Beriya niha çar mehan jî dayîka Baydemîr, Ezîze Baydemîr jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê Ezîz Baydemîr li kêleka gora diya wî hat definkirin. + +Malbata Baydemîr dê sê rojan sersaxiyan qebûl bike û dê şîn jî li ";Mala Şînê ya Havedaniyan"; be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka PYDê Asya Ebdullah ku bo civîna HDPê dixwast derbasî Tirkiyê lê rastî astengiyê hatibû, derbasî Bakûr bû. + +Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, li ser vexwandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro danê sibê xwast derbasî Tirkiyê bibe lê rayedarên sînor nehîştibûn. + +Li gorî DÎHAyê, lê Asya Ebdullah di dawiyê de ji deriyê sînorî yê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê re derbasî navçeya Qosera Mêrdînê bû. + +Hat gotin, Ebdullah dê îşev li Mêrdînê bimîne û sibê jî here Amedê. + +Rayedarên tirk ên sînor, îro danê sibê bi hêceta ku navê Hevseroka PYDê Asya Ebdulla negihîştiye destê wan, rê nedabûn ew derbasî aliyê Bakûr bibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê, cenazeyê jineke 19 salî ya ducan ku tenê 15 roj mabû zaroka wê bibe, di nav bîreke kûr de hat dîtin. Tê gotin, malata wê ew daye kuştin. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, li gundê Teknelî yê navçeya Wêranşara Rihayê keça bi navê Hacer Gov a 19 salî bi hevalê xwe yê bi navê Cûma re radizê û paşê ducanî dibe, piştî ku malbata wê pê dizane dayika Hacerê wê dide revandin û dişîne sitargeheke jinan li bajarê Amedê. + +Hacer ku di navenda çandiniyê ya Wêranşarê de karê dotinê dikir û wê demê 3.5 ducanî bû, 5 mehan li sitargehê dimîne lê du kurapên wê diçin wê peyda dikin û wê dixapînin û dibêjin, emê te û malbata te li hev bînin û dibin Wêranşarê. + +Li gorî agahiyan, her du kurapên Hacerê, wê bi dîreka elektirîkê ve girêdidin û difetisînin û paşê jî cenazê wê dixin bîrekê ku kûrahiya wê 18 metro ye. + +Piştî vê yekê, dema malbata Hacerê ti agahiyekî ji keça xwe nabînin, hêzên ewlehiyê agahdar dikin û her du kurapên wê tên girtin û di dawiyê de li xwe mukir tên û dibêjin, wê namûsa me lewitandibû me jî paqij kir. + +Hat gotin jibilî her du kurapên Hacerê, dê û bavê wê her wiha 2 birayên wê jî bi tohmeta kuştina wê girtin. + +Cenazê Hacerê piştî lêkolînên pêwîst şandin gundê Tekneliyê û danê êvarê hat definkirin. + +Derheqê bûyerê de lêpirsîn didome. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Ji doh sibehê de şer û pevçûn di navbera çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û hêzên polîsên Kerkûkê li sînorê çiyayê Hemrîn, berdewamin. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghihand ";Ev zêdey 36 demjimêran e ku şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên polîsên Kerkûkê de li sînorê çiyayê Hemrîn, berdewamin."; + +Serhed Qadir amaje kir ku heta niha ";Hêzên polîs 7 otombêlên bombekirî yên DAÎŞê teqandine û bi 10an kuştine û birîndar hene."; + +Herwiha Qadir balkişand ku wan destdanî li ser çend yekîneyên DAÎŞê ";Û heta niha hêzên me yê wan li himber hev rawestane û ji her du aliyan jî kuştî hene."; + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê ragihand jî ku ";Pêdiviya me bi alîkariyê nîne û di nav birîndaran de du karmendên ragihandina wê rêveberiyê hene."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya avedaniyê ya parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şandek pisporên Japonî bo rizgarkirina gola Ormiyê serdana gihîşt Ormiyê û dê ji sibê ve dest bi lêkolînên xwe derbarê zuhabûna golê bikin. + +Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, berpirsê karûbarên avedaniyê yê parêzgeha Ormiyê Hadî Behadorî diyar kir ku komek ji pisporên parastina jîngeh û avê yên Japonî bi mebesta encamdana lêkolînê derbarê sedemên zuhabûna ava gola Ormiyê gihîştin bajarê Ormiyê. + +Hadî Behadorî da zanîn, pispor û vekolerên Japonî dê ji sibê (02.02.2014) ve dest bi lêkolîn û xebatên xwe yên derbarê zuhabûna ava gola Ormiyê bikin. + +Behadorî anî ziman ku hatina pisporên Japonî di çarçoveya rêkeftina navbera serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokwezîrê Japonyayê de ye ku di civîna meha Çile ya aborî ya Davosê de hev dîtibûn. + +Ava gola Ormiyê ku duyemîn gola şor a cîhanê ye, ev çend sal in bi sedemên cur bi cur bi tundî ber bi zuhabûnê ve diçe. + +Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di propagandeyên xwe yên hilbijartinê de jî behsa zuhabûna gola Ormiyê kiribû û soz dabû, yekemîn karê ku di hikûmeta xwe de bike rizgarkirina gola Ormiyê ye. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Berhem Salih ku niha mîna hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û cîgirê wî yê yekem Kosret Resûl desthilata wî ya sekreterê giştî heye, ragihand, ew tiştek wek mafê xwe nabîne û wiha got: ";Ez tenê endamekî normal ê YNKê me."; + +Cîgirê duyem ê Talebanî, Berhem Salih îro (01.02.2014) li bajarê Silêmaniyê piştî merasima bîranîna kesayetê şîe yê Iraqî Seyîd Muhsin Hekîm, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, niha ti pileyeke min di nav YNKê de nîne û heta lidarxistina kongrê ez ti pileyekê jî mafê xwe nabînim. + +Ev daxuyaniya Berhem Salih di demekî de tê dayîn ku encumena serokatiya YNKê duh biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê da ku biryar roja 31ê Çileya îsal were lidarxistin. + +Ji aliyekî din, endamê encumena serokatiyê û berpirsê melbenda yekem a YNKê Letîf Şêx Omer beriya niha ji Rûdawê re gotibû, dema kongre were paşxistin wê çaxê rêveberiya YNKê êdî rewabûna xwe ji dest dide û nikare rojekî jî temenê xwe dirêj bike. + +Rûdawê duh ragihandibû ku her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih, ji ber daxuyaniyên berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar derbarê civîna polîtburoyê de ji wî xeyîdîne û tevlî civînan nebûne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK), piştevaniya xwe li hember avakirina rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd kir. + +Polîtburoya YÎKê ku yek ji partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê ye, îro li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civiya. + +Li gorî malpera fermî ya YÎKê, di daxuyaniya civînê de hat gotin ku di civînê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, avakirina rêveberiya demkî ji aliyê PYDê ve û girîngiya parastin û piştevanîkirina destkeftên kurdan li wî beşê Kurdistanê û pêwîstiya hebûna stratejiyek yekgirtî bo bidestxistina mafên kurd hatiye axaftin. + +Her wiha hat zanîn ku endamên polîtburoya YÎKê daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd ku heta niha 3 caran hatiye paşxistin û nayê zanîn ka dê were lidarxistin yan na, û çareserkirina astengiyên li pêşiya kongrê kirine. + +PYD û partiyên nêzîkî wê, di çarçoveya avakirina rêveberiyek demkî li Rojavayê Kurdistanê, rojên 21, 27 û 29ê Çileya îsal li herêmên Cizîre, Kobanî û Efrînê rêveberiyên bi navên Kanton ragihandin. + +Di nav partiyên Başûr de heta niha jibilî YÎKê, YNKê jî bi awayekî eşkere piştgiriya xwe bo rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê nîşan daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, diyar kir ku hêdî hêdî arîşe û aloziya nav YNKê ji rewşa xwe ya normal derdikeve. Mela Bextiyar her wiha vegera Talebanî wek takerêya çareserkirina kêşeyên YNKê dibîne û dibêje, ew amade ye bo parastina yekitiya nav YNKê dest ji kar berde. + +Ev çend roj in alozî û nakokiyên navbera rayedarên YNKê tundtir bûye. + +Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, îşev beşdarî bernameya Panorama ya televîzyona Kurdsatê ku televîzyona fermî ya YNKê ye, bû û li ser rewşa YNKê axivî. + +Mela Bextiyar, anî ziman ku nebûna Talebanî bi her aliyekî ve li nav YNKê de tê dîtin û wiha got: ";Mam Celal emaneteke giran daye me. Em jî bi hesret li benda vegera wî ne, ji ber ku nebûna wî bi her awayî tê xuyakirin."; + +Derheqê yekrêziya nav YNKê de jî Mela Bextiyar diyar kir ku zehmet e ku hemû rayedarên YNKê bikaribin yekitiya nav YNKê biparêzin lê heta niha ev yek bi awayekî baş pêşve çûye û wiha axivî: ";Helbet gellek plan bo jinavbirina YNKê hatin dariştin."; + +Wî rayedarê YNKê destnîşan kir ku li nav hinavê YNKê de kêşe heye û di hemû kongreyên berê de jî kêşe hebûye lê ji ber ku Talebanî li nav de bû nedihîşt nakokî û pirsgirêk mezin bibin. + +Mela Bextiyar, got ku ew hertim alîgirê biratiya nav YNKê de bûye û wiha anî ziman: ";Ji bo parastina yekitiya nav YNKê her wiha ji bo ku yên ser min û bin min re asûde bibin ez hazir im dest ji karê xwe berdim."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ragihandin, divê çaremîn kongreya YNKê di demek herî zêde were lidarxistin. + +Her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih, îro (01.02.2014) di daxuyaniyekê hevbeş de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ragihandin, beriya roja 31ê Çile, bo çareserkirina arîşe û aloziya YNKê hinek pêşniyar kiribûn lê nehatin cîbicîkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser çareserkirina pirsgirêkên YNKê rêkeftin jî îmzekiribûn û wiha hat ziman: ";Lê mixabin ev hewlên me nehîştin ti encamekê û niha jî dema lidarxistina kongrê derbas bû."; + +Kosret Resûl û Berhem Salih di daxuyaniyê de dibêjin, ew rijd in li ser lidarxistina çaremîn kongreya YNKê û divê kongre di demek zû de û di atmosferek rewa û pak de were sazkirin û bernameya kongrê jî nûkirin û reformên nav YNKê be. + +Rêkeftinên ku cîgirên Talebanî behsa wan dikin, yek jê rêkeftina ku li Îranê di navbera wan û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm de hatibû îmzekirin, ya din jî di civîna roja 30ê Çileya 2014an ya polîtburoya YNKê de li Silêmaniyê hatibû îmzekirin. + +Çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû duh (31.01.2014) were lidarxistin, ji aliyê rêveberiya YNKê ve hat paşxistin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, piştevaniya xwe li hember rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYD û hinek partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye ragihandin, nîşan da. + +Şandek ji Tevgera Gorranê duh li bajarê Silêmaniyê serdana navenda PYDê kir û piştevaniya xwe bo avakirina kantonên Rojavayê Kurdistanê nîşan da. + +Berpirsê Jora Pêwendiyên Derve yê Tevgera Gorranê Mihemed Hacî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew bi navê organîzatorê giştî Newşîrwan Mistefa serdana PYDê kirine û wiha got: ";Tevgera Gorranê piştevaniya her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê dike."; + +Mihemed Hacî her wiha diyar kir ku ew hemû destwerdaneke derekî li nav karûbarên hemû beşên Kurdistanê red dikin. + +Wî rayedarê Gorranê anî ziman ku tevgera wan amade bo çareserkirina nakokiyên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê, rola navbeyinkariyê bilîze û wiha anî ziman: ";Em hêvîdar in ew arîşe bi rêya diyalogê çareser bibin."; + +Di nav partiyên Başûr de heta niha jibilî Tevgea Gorranê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê jî bi awayekî eşkere piştgiriya xwe bo rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê nîşan dane. + +PYD û partiyên nêzîkî wê, di çarçoveya avakirina rêveberiyek demkî li Rojavayê Kurdistanê, rojên 21, 27 û 29ê Çileya îsal li herêmên Cizîre, Kobanî û Efrînê rêveberiyên bi navên Kanton ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Bazanî nekariye serdana Amerîkayê bike nek Serokê Amerîka Barack Obama derfeta dîtina wî ya Barzanî nebûye. + +Biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja îniya borî (31.01.2014) li Amerîkayê bi serokê wî welatî Barack Obama re hevdîtin pêk anîba lê hat ragihandin ew serdan pêk nayê. + +Derbarê vê yekê de, alîkarê Obama, Joe Biden roja îniyê telefona Barzanî kiribû û gotibû, Obama ji ber nebûna derfeta wî nikarê vê gavê bi Barzanî re rûnê. + +Li ser vê mijarê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên telefona Biden kir û got, Barzanî ji Biden re gotibû ku ji ber hinek karan ez nikarim niha serdana Amerîka bikim ji ber wê jî ew serdan hat paşxistin. + +Fuad Husên, anî ziman ku her du aliyan li ser encamdana serdanê di demek guncaw de li hev kirin. + +Husên behsa gotinên alîkarê Obama jî kir û wiha got: ";Cîgirê serokê Amerîka dibêje, ji ber ku dema Obama nebû serdan pêk nehat lê wisa nebû, çimkî Barzanî nekarîbû serdana Amerîka bike lewma ev serdan çênebû."; + +Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Biden xwastiye ku pêwendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê pêş bikevin û Amerîka girîngiyê dide pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re. + +Beriya niha Fuad Husên, ji Rûdawê re gotibû, Barzanî dê roja 27ê Çileya 2014an serdana Amerîka bike û roja 31ê Çile bi Obama re rûnê û paşê bi alîkarê wî Biden re bicive. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja 15ê Çileya îsal ber bi Ewropayê ve birêket. Piştî pêşkêşkirina axaftinekê li Parlamentoya Ewropayê li Brûkselê, beşdarî civîna aborî ya Davosê li Swîsrayê bû. + +Barzanî ev cara duyemîn e tevlî civîna Davosê dibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, ji bo çareserkirina arîşe û aloziya nav Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), şandek ji rayedarên komara îslamî ya Îranê serdana Herêma Kurdistanê dike. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di nav çend rojên bê de şandek îranî dê serdana Herêma Kurdistanê bike bo navbeyinkarî û çareserkirina arîşeyên nav YNKê ku ev çend roj in aloztir û kûrtir bûne. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, sedema serekî ya hatina şanda îranî bo Kurdistanê, şikestina wê rêkeftinê ye ku beriya niha li Îranê di navbera her du cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih û hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê, Hêro Îbrahîm hatibû îmzekirin. + +Piştî ku çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû roja 31ê Çileya îsal were lidarxistin, di civîna roja 31ê Çile de hat paşxistin, daxuyanî û gotinên rayedarên YNKê bi awayekî eşkere behsa kûrbûna nakokiyên nav wê partiyê dikin. Di wê civînê de Berhem Salih û Kosret Resûl ";ji ber ku ji Mela Bextiyar xeyîdîbûn"; beşdar nebibûn. + +Her wiha duh bi şev, cîgirên Talebanî di daxuyaniyeke hevbeş de anîn ziman ku YNK di qonaxek hestiyar de derbas dibe lewma divê kongre di demek zû de were lidarxistin û bernameya wê jî nûkirin û reformên nav YNKê be. + +Beriya belavkirina daxuyaniya Berhem Salih û Kosret Resûl, berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di bernameya Panorama ya televîzyona Kurdsatê de gotibû, hêdî hêdî arîşe û kêşeyên YNKê ji rewşa xwe ya normal derdikeve. Mela Bextiyar her wiha anîbû ziman ku ew hazir e dest ji karê xwe berde. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ji piştî hilbijartinên roja 21ê Îlona par ve heta niha, nûnerê taybet ê komara îslamî ya Îranê yê bi navê Mihemed Ceiferî Sehrarûdî sê caran serdana Kurdistanê kiriye û bi rayedarên YNKê re li ser arîşe û pirsgirêkên wê partiyê şêwiriye. Lê nayê zanîn vê carî şanda îranî bi serokatiya kî tê Kurdistanê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di daxuyaniyekê de, Desteya serkirdayetiya Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê pabendiya xwe bi biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) derbarê Rêveberiya Demkî li Rojavayê Kurdistanê ragihand. + +Li gorî daxuyaniyê, ev biryar piştî danûstandinên di navbera rêxistinên partiyê de li hindur û derve hatiye standin û endamtiya nûnêrên partiyê di Rêveberiya Demkî de hatiye rakirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku wê kongreyeke awarte bê lidarxistin da ku deste, serkirdayetî û sekreterekî nû bê hilbijartin. + +Daxuyaniya Partiya Çep a Demokrat bang li ENKSê dike ku ti biryaran derheqê partiya wan de nestîne ji ber ku bi gotina daxuyaniyê ew yek ji pêkhateyê çalak ên Encûmena Niştimanî ne û dê her wiha jî bimînin. + +Partiya Çepa Demokrat yek ji partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd e, lê tevlî Rêveberiya Demkî ya PYDê bibû û sekreterê wê, Salih Geddo weke serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cizîrê hatibû destnîşankirin. + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Li Dêrsîmê Gêncên Welatparêz û Şoreşger bi piştgiriya partiyên siyasî ji Kolana Hunerê heta Meydana Seyîd Riza li dijî laşfiroşî û dejenerebûnê xwepêşandanekê li dar xistin. + +Girseya ku bi dirûşman heta meydanê meşiya, li vir ji çapemeniyê re daxuyand. + +Gêncên Partiya Aştî û Demokrasî BDPê, Partiya Kedê EMEPê, Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP û gêncên Partîzanê bi piştgiriya partiyên siyasî yên bajêr, bi hev re di bin navê Gêncên Welatparêz û Şoreşger ên Dêrsîmê de çalakiyekê pirotestoyî li dar xistin. + +Li ser navê gêncan, gêncê bi navê Egîd Cîhan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê hat got ku dê li dijî laşfiroşî, madeyên bêhişker/tilyak, çêkirina bendav û baregehên leşkerî bertek û reagsiyonên xwe yên demokratîk dê zêdetir berz bikin. + +Cîhan got ku ‘li hemberî Kurdan qirkirin heta roja îro hatiye’. Di vî warî de gêncê bi navê Egîd Cîhan wiha pê de çû: ";Ji bo dubarekirina qirkirina, dixwazin mirovan bêbingeh û bêgewher bihêlin. Bi van polîtîkayên taybet dixwaze bi hêsanî serweriya xwe pêk bînin."; + +Cîhan, derbirî ku polîtîkayên bişaftinê berdewamiya komkujî û mişextiyan in. Di vî warî de Cîhan wiha domand: ";Lewra li Dêrsîmê bîraxaneyên ku li serê her kolanê hene, aramiya bajêr têk didin, malbatan xera dikin, gêncên me hanî tilyakê didin."; + +Herwiha Cîhan îdîa kir ku li Dêrsîmê tilyakkêşî li Dêrsîmê ketiye nav xwendekarên dibistana seretayî jî. + +Berdevkê Gêncên Welatparêz û Şoreşger ên Dêrsîmê Egîd Cîhan got ku hinek ‘bîraxaneyên tê de laşfiroşî’ tên kirin, li ser berteka gêncan hatine girtin û wiha pê de çû: ";Bîraxaneyên bûne hêlîna laşfiroşiyê di encama berteka gêncan de hatine girtin; ev yek hêza ciwanan bi awayekî şênber raxistiye ber çavan."; + +Cîhan, wiha daxuyanî qedand: ";Gêncên Dêrsîmê dikare hemû polîtîkayên mêtingerî û bişaftinê vala derbixe. Di encama van polîtîkayên mêtingerî de dejenerebûn, laşfiroşî, tilyakkêşî, bendav û qereqolên ku derdikevin holê, dê îro û pê de hê zêdetir rastî bertekên me gêncan were."; + +Piştî daxuyaniya li Meydana Seyîd Rizan, girse dîsa heta cihê dest bi xwepêşandanê kiribû meşiyan. + + +Stanbol (Rûdaw) – Ji destpêka şer heta îro bi 100 hezaran penaber ji Sûriyê hatine Tirkiyê. Li gor agahiyên nû Tirkiye wê nehêlê penaber derbasî Tirkiyê bibin ev roj rêxistinê Mafê Mirovan û Penaberan dixe nava gumanan. + +Stenbol jî yek ji wan ciha ne ku penaber lê bicih bûne. Penaber ji bilî encamên şer, rastî gellek nêzîkatiyên dijmirovatiyê tên ku bi destê hemwelatiyên welatên ku diçine têkirin. Nikarin bi hêsanî kar bibînin, avahiyekê kirê bikin yan jî bigerin… +Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê Partiya Maf û Azadîyan (HAKPAR) ku hilbijêrên wê piranî kurd in, piştî namzedên xwe yên Kurdistanê, namzedên şaredarîyên mezin û navçeyên Tirkiyê jî aşkere kir. + +Di civîna danasîna namzedan de serokê HAKPARê Kemal Burkay armanca partiyê ji beşdarvanan re zelal kir û daxwaziya piştgirîya hemwelatiyan kir. +Burkay wiha got: ";Em dibêjin ku divê ev kar bi plan û dezgeh bê kirin. ango îro dema mirov bi taybetî rewşa bajarên mezin dinêre, rewşa bajarên mezin ne baş e.çûn û hatin, tirafîk, mal û gellek tiştên din bê serûber e. Eger îmkan bikeve destê me, xelk piştgiriya me bike em ê di warê bajarvaniyê de jî şaredariyê da jî karên baş bikin…"; + + + +Qamişlo (Rûdaw) – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê helwesta xwe ya fermî li hember rêveberiya demkî û kantonên vê dawiyê ji aliyê PYDê ve hatine ragihandin, nîşan bide. Her wiha hat zanîn, Partiya Wîfaq dîsa vegeriyaye nav ENKSê. +ENKS îro (02.02.2014) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa Rojava her wiha çawaniya wergirtina helwest li hember rêveberiya demkî û kantonên ku ji aliyê PYDê ve hatine ragihandin, civiya. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di civîna de dê biryar li ser rewşa wan kes û partiyan bê dayîn ku tevlî rêveberiya demkî û kantonên Cizîre, Kobanî û Efrînê bûne. +Ji aliyekî din, hat zanîn heta niha civîna ENKSê ku zêdetirî 70 kesayetî û partî û sazî beşdar bûne, didome û partiya Wîfaq ku beriya niha tevlî rêveberiya demkî ya Rojava bibû dîsa vegeriyaye nav ENKSê. +Partiyên Çep a Demokrat a Kurd û Çep a Kurd ku endamên ENKSê ne, li dijî biryarên encumenê tevlî rêveberiya demkî û avakirina kantonan bûne û endamê serbixwe yê sekreteriya ENKSê Ekrem Heso wek serokezîrê Kantona Cizîrê hatiye hilbijartin. +Hat gotin, beriya ku civîna ENKSê dest pê bike, Partiya Çep a Demokrat a Kurd daxwaz ji ENKSê kiriye ku li dijî endamtiya wê ti biryarekê nede û ragihandiye ku ew bi biryarên ENKSê ve girêdayî ye û xwe ji nav rêveberiya demkî ya PYDê vekişandiye. + + +Silêmanî (Rûdaw) - Helşo Hêmin (20) niştecihê Silêmaniyê ye û ti carê neçûye Almanyayê, lê ew xwe wek sersamê serkirdeyekî almanî dibîne ku pirraniya Almanan bi xwe nefretê jê dikin û tiştekî wî jî bi dîroka kurdî ve nayê girêdan. Helşo symboleke almanî bi tatûyê li ser laşê xwe nexişandiye û bi Adolf Hitlerê serkirdeyê Naziyan sersam e ku dibêje "Yek ji serkirdeyên qehreman e." + + +Dema mirov li rûpela Helşo li ser Facebookê li albûma wêneyên wî dinêrî, mirov hejmareke mezin ji wêneyên Hitler dibînî ku li jêr wêneyan hêmaya dilekî daniye, wek hêmayekê ji bo hezkirina wî ji Hitler. Helşo dibêje: "Ji zarokatî ve ez hogirê Hitler û Nazîsim (Nationalsozialismus) me û heta niha jî jê hez dikim. Hitler yek ji serkirde-qehreman û şoreşgêran bû. Min jiyannameya wî xwendiye û sûd jê wergirtiye, bi taybetî pirtûka ‘Cenga Min’." + + +Di dîrokê de hin serkirde, partî û bizavên siyasî hene ku bandora wan sînorên welatên wan derbas kirine û xelk wêne, hêma û symbolên wan dikirrin. Ji wan jî wêneya CheGuevara û Nelson Mandela ku li Kurdistanê jî gellek in. Lê serkirdeyekî wek Hitler cuda ye. Derbarê dagîrkarî û xwînrijiya rejîma Hitler de, Helşo dibêje "ez ji Cihûyan hez nakim û li dijî wan im. Lewma ji Hitler jî hez dikim, ji ber ku li dijî Cihûyan bû û ew têkbirin. Miletê Cihû jî dijî Îslamê ye." + + +Bi baweriya vî xortî, Hitler yek ji wan serkirdeyan bû ku ti carê ne amade bû xwe radestî neyaran bike, heta jî dema Artêşa Sor ya rûsî êrişî ser Berlîna paytext dike, ew xwe dikuje û dozê li leşkeran dike ku termê wî bişewitînin, "da ku nekeve destê dijminan". + + +Nasih Fatih xwediyê firoşgeha Koko ye, ku firoşgeheke taybet e ji bo firotina wêneyên kesayetî, ekter û hunermendên cihanî, ew dibêje: "Hitler û Nazîsim gellek alîgirên wan hene. Rojane daxwaza wêneyên Hitler tê kirin. Tevî ku ez jê heznakim, lê ev jî karê min e û min ji bo firotinê daniye." + + +Ew kesên ku serdana firoşgeha Nasih dikin ji bo kirrîna wêneyên Hitler, temenê wan pirranî di navbera 15 heta 20 salan de ye, weke Nasih dibêje: "Rojane nêzîkî 7 wêneyên Hitler difiroşim, gellek ji wan jî ji înternetê werdigirin." + + +Beşek ji wan kesan jî dixwazin bi tatûyan hêma û symbolên Naziyan û wêneyên Hitler li ser laşê xwe deynin. Şengarê tatû li Silêmaniyê karê tatûyê dike û dibêje wêneya Hitler û logoyê Naziyan gellek tên daxwazkirin, "lê ji ber ku baweriya min bi xwe pê nayê, ez wan çênakim. Bêhtir xort daxwazê dikin û hin caran jî keç daxwazê dikin." + + +Zinar Ala + +Efrîn (Rûdaw) - Niyazî Hebeş sala 1981ê li Helebê ji dayîk bûye, wî di 2005ê de weke bijîşkê hundirîn dest bi karê xwe li Helebê kir. Ji despêka raperîna gel li Sûriyê ew tevlî çalakiyên aştiyane li dijî rejîma Esed bû, di despêka 2012ê de ew rastî hewldaneke kuştinê hat û di Tîrmeha heman salê de ji aliyê kesên nenas ve hate revandin û bi giranî hate êşkencekirin. Ji ber êşên êşkencekirinê jî ew hat emaliyatkirin. Ji bo ewlehiya malbata xwe Niyazî ligel hevjîn û du zarokên xwe koçberî Tirkiyê bû. Piştî nêzîkî du salan bi ser xebata arîkariya xelkê sîvîl, Niyazî û hevalên xwe bi fermî avakirina Komeleya Buhar ya Hawarçûnê ragihandin. + +Niyazî, ku niha ji Almanyayê rêveberiya komeleyê dike, ji Rûdawê re axivî û wiha komeleya xwe da nasîn: ";Komeleya me ya xêrxwaziyê ye, serbixwe û ne ya qezenckirinê ye. Komele ji aliyê grûpeke çalakvanên şoreşa Sûriyê bi awayekî fermî di 20 Kanûna 2012ê de hate damezirandin. Pirraniya endamên komeleyê, ku hejmara wan 30 ye, ji Efrînê ne. Xebat û çalakiyên komeleyê li ser gund û bajarokên Kurdaxê belav dibe, karê me bi rêya hevkariya ligel rêxistinên sîvîl û bêhtirî sed kesên xêrxwaz tê meşandin."; + +Bi saya arîkariya navnetewî xebata xwe fînanse dikin + +Çalakiya komeleyê ya herî dawî ji bo vaksînekirina zarokan e, ji bo vê yekê komeleya "Buhar" di çarçoveya kampanyeke berfireh de bi navê "Bila em dawî li felcbûna zarokan li Sûriyê bînin", ku şeş mehan didome, li malên Kurdaxê geriya. Niyazî derbarê çalakiyên ku heta niha pê rabûne wiha axivî: "Me girêbest ligel nanpêjên Efrînê îmze kirin ji bo em barê aborî li ser xelkê sivik bikin, girêbestên me jî şeş mehan dom kirin û buhayê kîloya nan daket nîvî. Herwisa me ji bo bêhtirî çar mehan bi belaş nan dida penaberên li ser kolanan û xelkên çend gundan. Bi hezaran qufikên derman, xwarin û şîrê zarokan me belav kirin. Me kursên ji bo fêrbûna arîkariyên pêşîn û çawaniya bikaranîna komputerê çêkirin. Niha jî me navendek ji bo dermankirin û xweparastina ji lîşmaniyayê vekiriye. Herwisa çend projeyên me hene ji bo belavkirina avê bi belaş li ser gundan". + +Derbarê jêderên fînansekiria xebata komelê, Niyazî wiha axivî: ";Bi rastî bexşên endaman û yên hinek kesên ji Kurdên diyasporayê nikare vê xebatê fînanse bike. Xebata me bi piştgiriya rêxistinên navnetewî û yên sîvîl tê meşandin, girêbestên ku em bi van rêxistinan re îmze dikin dihêlin ku em projeyan li ser erdê çêbikin. Di nav rêxistinên ku me ligel wan hevkarî kiriye Mercy Corps, Sûrî Mala Me Ye, Mentor û Karam Foundation hene."; + +Niyazî balê dikişîne ser girîngiya xebata wan ji bo gihandina arîkariyan, nemaze di dema dorpêçkirina li ser Efrînê ji aliyê grûpên îslamî ve: "Digel dijwariya danûstandinê ligel grûpên çekdar, komeleya me karîbû ji bo çend caran dorpêça li ser Efrînê bişikîne, di Pûşber û Tîrmeha borî de me karîbû 15 kamyonên tijî bi berhemên arîkariyê derbasî Kurdaxê bikin." + +Bijîşkê Efrînî destnîşan dike ku jiyana xelkê li Çiyayê Kurmênc bi mercên dijwar derbas dibe: "Av û elektrîk kêm tên peydakirin, herwisa dorpêçkirin û nebûna fersendên kar rewşa aborî li herêmê xerabtir dike. Di warê tenduristî de jî dermanên nexweşiyên kronîk û yên pêketinê, wek şekir, felcbûn, lîşmaniya û her wekî din nayên peydakirin." + +Ji ber koçberbûnê hejmara zarokên Efrînê kêm bûye + +Kampanyaya vaksînekirina zarokan ya niha di bin serpereştiya Rêxistina Tendirustiya Cihanê tê birêvebirin. Derbarê dawîbûna qonaxa yekemîn ji vê kampanyayê, Niyazî dibêje: ";Kampanya baş derbas bû. Ji ber hebûna derdora 60 heya 70 hezar mal li Herêma Efrînê, me texmîn dikir ku emê derdorê sed hezar zarokan vaksîne bikin, lê me tenê 45 hezar zarok vaksîne kirin. Sedema vê yekê jî koçberiya mezin ya malbatan ber bi Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ye, pirraniya kesên ku di malan de mane kal û pîr in."; + +Niyazî bi rêya vexwendineke ji aliyê xwişka xwe ve gihiştiye Almanyayê û ev bûn çar meh ku li bajarê Mindenê yê eyaleta Nidersachsenê tevî malbata xwe dijî. Wî mafê rûniştinê û kar ji bo du salan standiye û niha diçe kursê zimanê almanî: ";Ez dijwariyê di fêrbûna zimanê almanî de dibînim, dem jê re lazim e, lê rewşa li welêt û karê komeleyê pirr demê ji min re nahêle. Lê ji bo ku ez dest bi karê bijîşkiyê li vir bikim, divê ez zû bawernameya zimên bistînim."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî amarên peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê, sala borî li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê 650 keçî serdana peymangehê kirine bo encamdana pişkinîna perdeya keçkaniyê, û derket ku hejmarek ji wan keçan û ji ber sedemên cuda perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane. + +Hefteya borî peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê amarên wan kesên ku serdana peymangehê kirine bo encamdana pişiknîna perdeya keçkaniyê, belavkir. + +Li gorî amara peymnagehê, di sala 2013de 313 keçan serdana wê peymangehê kirine bo encamdana pişkinîna perdeya keçkaniy, da bizanin bê ew perde ji sedema ketin ji cihên bilind jidest dane yan na, piraniya wan keçan jî temenê wan navbera 1 ta 10 salî bû, herwih di nav wan de 57 keç hebûn ku temenê wan navbera 11 ta 40 salî bûn, piştî encamdana pişkinînê jî derket ku 8 keçan perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane. + +Hewriha ji ber wan haletên borî, peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê belgehekê dide wan keçan derbarê sedema jidest dana perdeya keçkaniyê, da dema ku hevjîniyê bikin ti arîşeyên civakî bi vê sedemê bo wan dernekevin. + +88 keç rûbirûyê destdirêjiyê bûne + +Her li gorî amarên peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê, di sala 2013an de destdirêjî li ser 88 keçan hatiye kirin, ku 19 ji wan keçan temenê wan navbera 1 ta 10 salî bû û bi wê sedemê 2 keçan perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane. + +Herwiha 69 keç jî temenê wan navbera 11 heta 40 salî bûn û 15 ji wan bi sedema destdirêjiyê perdeya keçkaniyê jidest dane. + +Diyartirîn haleta destdirêjiyê jî di sala 2013an de ew bû ku xortekî bajarê Mûsilê ku li Hewlêrê kar dikir, destdirêjî li ser çend zarokê keç kiribû ku temenê wan nêzîk 10 salî bû, ew xort piştire hat girtin û li tawanên xwe mikur hat. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvînekê ligel rojnameya Vatan a Tirkiyê de ragihand ku, Sûriyê navenda rojhilata navîne û rêxistina el-Qaîde jî ew wek navend ji xwe hilbijartiye û ji ber wê milîtanên xwe ji her ciyî têne wêderê, û ji bo kurdan jî ev navende, eger kurd li wir bi serkevin ya bi binkevin wê bandore xwe li hemû Kurdistanê bike. + +Bayik diyar kir ku, ti agahiya wî ji naveroka nameyê rêberê PKKê Abdula Ocalan ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rêkiriye, tuneye, lê hemû tiştên ku di medya de derbarê wê hatî ragihandin ne rastin, û ew bawer nake di van mercan de kongireya neteweyî bê li dar xistin, ew girêdayî geşedanên rojavayê Kurdistanê ye. + +Cemîl Bayik derbarê civîna Cinêvê de got, herdu encûmenên kurdên Rojava ENKSê û EGRKê li Hewlêrê birayar dan ku, yan ewê bihevre bi yek şandeyî biçin Cinêvê, yan jî wê neçin, lê ENKSê bi tena xwe çû. + +Drbarê rewşa pêvajoya aşitî li Tirkiyê hevserokê KCKê got, hikûmeta AKPê heta niha tenê demê derbas dike, ti gavên cidî ne avêtiye,dixwaze pêvajo bi yek alî bimeşe, ma li kuderê cîhanê yek aliyê pirsgirêkan heye, hikûmet dixwaze weku PKKê tuneye pêvajoyê bimeşîne, tevî ku yê heta niha hêştî bimeşe PKKê û rêberê wêye. + +Bayik dest nîşan kir ku,vekşîna hêzên gerîla bi temamî yan jî vegerandina hêzên ku kişiyane carek din li bakurê Kurdistanê, ew girêdayiyê helwest û biryarên hikûmetê ne, heta ku bingehek qanûnî ji pêvajoyê re neyê çêkirin, û rewşa Ocalan neyê rastkirin, û derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd gavên qanûnî neyên avêtin, ew nikarin birayara vekşîna hêzên xwe bi temamî bidin. + +Cemîl Bayik da zanîn ku, li gor rapora desteyên aqilmendan, piraniya xelkê Tirkiyê piştgiriya pêvajoyê dike, û aşitiyê dixwaze, vê ca ev tê wateyê ku yê naxwaze hikûmete, eger ew bixwaze dikare di demekî nîzîk de gelê Tirkiyê amede bike, û hêzên xwe di perlemanê de jî heye, wê demê çi asteng hene, diyare ew bi xwe naxwaze. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Bila ez şermezarê Amerîka bim lê ne şermezarê miletê xwe bim";, ev bersiva fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo îdareya Amerîka piştî red kirina vexwendineke fermî bo serdana washingtonê, herwiha Barzanî gotiye: ";Heta arîşeya dayîna vîze bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê neyê çareserkirina, ez serdana Amerîka nakim."; + +Biryarbû di 27ê meha borî de Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîka bike, lê piştire Barzanî bi xwe ev serdan hilweşand. Sedema vê biryarê jî vedgere bo biryareke Amerîka ku berî 13 salan derketiye û navê her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xist nav lîsteya reş ya Amerîka de. + +Dema ku hemwelatiyên Kurdistanê daxwaza sitandina vîze pêşkêşî konsulxaneya Amerîka li Hewlêr dikin, rûbirûyê arîşeyan dibin û konsulxane gelek pirsyarên taybet ji wan dikin, yek ji wan pirsyaran ewe ku ji wan dipirsin bê ew endamên çi partiyekê ne, û eger derket ew kes hevalê PDKê û YKKê ye dayîna vîze bo wan zehmet dibe û dereng dikeve. + +Çavkaniyeke nêzîk ji Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku ";Dema ku serok zanî ew arîşe heye, biryar da ku serdana Amerîka neke heta ew arîşe neyê çaresrkirin."; + +Ji aliyê xwe berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefe da zanîn ku ew niha mijûlê çareserkirina arîşeyan e û got: ";Di salên borî de me gelek name bo konsulxane, balyozxane û wezareta Derve ya Amerîka li ser vê pirsê şandin."; + +Felah Mistefa amaje kir ku navê YNKê û PDKê di nav lîsteya rêxistinên bi guman de ye û Eiha got: ";Piştî bûyera 11ê Êlûna sala 2001ê li NewYork û Washingtonê, her grûpek ku ji du kesan zêdetir be û çek li dijî hikûmetên xwe helgirtibin, navê we ketiye nav wê lîsteyê de."; + +Herwiha Mistefa amaje kirk u ";Ew lîste ji 3ê xaneyan pêk tê, xana yekem û duyem grûpên terorîst vedigre, xaneya sêyem jî wan grûpan vedigire ku xebata çekdarî li dijî hikûmên welatên xwe dikin, me ji Amerîkiyan re got ku we bi xwe Sedan rakir, pêwîste navê Kurd jî ji wê lîsteyê bê rakirin."; + +Ji aliyek din ve îdareya Amerîka ragihand ku çareserkirina vê arîşeyê ne di dest wande ye, lê di dest Kongresê de ye, herwiha li gorî zaniyariyê Rûdawê dê ev arîşe di nav acîndeyên serdana Barzanî bo Amerîka de ba, ji ber ku Biden ji Barzanî re goribû ku Barak Obama bi xwe hewl daye da vê arîşeyê çareser bike. + +Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji Rûdawê re ragihand ku ";Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe got ku niha derfeta min nîne da ez serdana Amerîka bikim, Serokê Herêma Kurdistanê ji Cîgirê Serokê Amerîka re got ku ew dê demek din serdana Amerîka bike."; + +Derbarê arîşeya dayîna vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, Rûdawê peywendî bi konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê kir lê wan got: ";Em ti daxuyaniyan derbarê babetên girêdayî vîze nadin."; + + +Cemal Ehemd Cemîl + +Dûkan (Rûdaw) - Ehmed Nisan, xortekî 20 salî ye. Li nav yekê ji kabîneyên geştyarî yên qezaya Dûkan ligel malbata xwe niştecî bûye. Ev cihê ku tê de civiyane, divê xelk gellek pereyan bidin da ku şevekê tê de bimînin. + +Tevî ku berdewam devliken bû, lê heta niha ew xem û azar ji bîrê neçûne, ku ji dema ji bajarokê xwe derketiye hest pê kir "Em ji tirsa topbaranê reviyan Silêmaniyê, lê jiyana me li vê derê gellekî zehmet e." + +Gellek mêr li kenarê vî çemî rawestiya ne, li wî alî jî malbat û hevjînên wan ku xwe bi awayekê xelîcî girêdane, rûyên xwe nixumandine û tenê çavên wan ne nixumandî ne, bi zarokên xwe mijûl in. Ew awareyên parêzgeha Enbar û bajarokê Felûce ne. + +"Ji ber nebûnê, me mobayla xwe firot" Ehmed dibêje ku rewşa darayî ya malbata wî baştir e ji wan ên din ên ku nikarin li kabîneyê bin. Ji ber ku ew destteng in berê xwe dan derdora Dûkan. Weke ku wan behs kirin beşekî din ji wan li ser kolanan niştecî bûn. + +Ehemed Xelîl Kurdî, xortekî bi regeza xwe kurd e, weke ku dibêje, lê ti peyva kurdî nizane "Ti xercî bi me re nîne. Em li kolanan man, ti alîkarî bi me re nebû. Em dozê li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dikin ku alîkariya me bikin." + +Awareyên parêzgeha Enbar ku bi sedema kêşeyên vê parêzgehê berê xwe dane Silêmaniyê, pirraniya wan li cihên geştyariya qezaya Dûkan niştecî bûn. Ew nêzîkî 110 malbatê ne û bêhtir ji 600 kesî pêk tên. Pirraniya wan xelkên bajarokê Fellûcê ne. + +Awareyên Felûce ligel tîma Rûdaw axifîn. Zîne Tariq dibêje "Em 4 heta 5 malbatan li kabîneyê ne. Hinek ji me li ser kolanan in. +Xirabiya rewşa darayî wiha dike ku em li ser kolanan bin ne di kabîneyan de bin. Heta niha ti alîkarî bi me re nebûye." + +Qaymeqamê qezaya Dûkan Aso Bekir dibêje pêşî doza kefîlan ji awareyan kirin, lê piştre nûnerê encûmena parêzgeha Enbar serdana Dûkan kir, ev merc ji ser wan rakir. + +Salane gellek geştyar serdana parêzgeha Silêmaniyê dikin, bi taybetî qezaya Dûkan, lê ji ber vê yekê ev rewş dibe bargiranî û rêgir li ber hatina geştyaran. + +Dibe cudahiya awareyên Felûce ligel awareyên din ew be li cihekî geştyarî niştecî bûn, lê dibe hokara wê ew be ku di vî werzî de geştyar kêm bin û xwediyên şûnên geştyariyê bi buhayeke kêmtir van kabîneyan bidin wan. Lê dema van malbatan nûçeyên nû yên bajarê xwe dibihîstin, wan bîr dibirin ku jiyana wan a niha heta çi radeyê debar nabe. Bi baweriya wan jiyaneke baştir ji wan re ewe ku li jêr çavdêriya hikûmeta Herêma Kurdistanê bimînin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku ji nû ve vekişîna gerîlayên HPG'ê bi pêşketinan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku eger ji hewldanên çareseriyê re bersiveke neyînî bê dayîn, wê gerîlayên ku vekişîne dîsa vegerin Bakurê Kurdistanê. Bayik, her wiha anî ziman ku ew bawer nake ti lihevhatinek di navbera PKK û PDKê li ser Rojava çêbibe û Kongreya Netewî jî were lidarxistin. + +Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de digel rojnamevanê rojnameya Vatanê ya Tirkiyê, Rûşen Çakir, ku beşda wê ya duyemîn îro hat belavkirin, li ser rewşa pêvajoya çareseriyê, Rojavayê Kurdistan û Sûriyê daxuyanî da. + +Derheqê pirseke li ser vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê de Bayik got, "Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye. Ez niha tiştekî nabêjim; emê vekişin an venekişin. Me ev yek bi awayekî zelal ji raya giştî re gotin: Eger çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dewam neke, muzakere dewam neke, emê hêzên xwe yên ku vekişiyane dîsa vegerînin. Hîn jî di heman nêrînê de me. Divê bi me re, bi Rêberê (Ocalan) me re, bi tevgera me re, bi gelê me re lîstik neyê lîstin. Pêwîste ji hewldanên me yên erênî yên ji bo çareseriyê, bersiveke neyînî neyê dayîn. Eger bersiveke neyînî bê dayîn, bêguman emê hêzên xwe yên vekişiyane, ji nû ve vegerînin." + +Bayik da xuyakirin, ku rewşa bêbersivmayîna hikûmeta AKP'ê li pêşberî tevgera wan, tê wateya bersiveke neyînî û got, "Tu dê çiqasî erênî bifikirî, bi berpirsyarî tevbigerî, bi awayekî yekalî hewl bidî; sînorê vê yekê heye, jê wêdetir nîne. Li kudera cîhanê hatiye dîtin ku bi awayekî yekalî pirsgirêk çareser bûye. Eger pirsgirêkek hebe, aliyên wê hene. Pirsgirêk jî bi aliyan re çareser dibe. Bi yekalî çareser nabe. Em li nêzîkatiya AKP'ê binêrin: Dibêje pirsgirêk heye û ezê çareser bikim. Tu aliyekî cidî negirî û nebînî, gelo tu dê çawa pirsgirêkê çareser bikî? Eger hikûmet dixwaze pirsgirêkê çareser bike, hingî divê civakê ji vê re amade bike. Eger bixwaze amade bike, dikare amade bike. Ji xwe di raporên mirovên aqilmend de jî xuya kir ku beşeke mezin a civakê çareseriyê dixwaze. + +Wî rayedarê PKKê, anî ziman ku hikûmet dikare bi hêsanî raya giştî amade bike û eger hinekî şert û mercên Ocalan sererast bike, Ocalan jî dikare hîn bêtir civakê amade bike lê li gel ku civak jî dixwaze AKP û Erdogan vê yekê naxwazin. + +Bayik di mijara Kongreya Neteweyî de jî nirxandin kir û anî ziman ku di rewşa heyî de pêkhatina kongrê bi çareseriya pirsgirêkên li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye. + +Cemîl Bayik, li ser nûçe û tiştên ku derheqê lihevkirina navbera PKK û PDKê li ser Rojava û Kongreya Netewî ya Kurd her wiha naveroka nameya ku Ocalan ji Barzanî re nivîsandiye ku tê gotin Leyla Zana dê bide destê Barzanî, diyar kir ku ew Ocalna jî nas dikin û helwesta Barzanî jî li hember Rojava dizanin lewma ew bawer nakin lihevhatinek wisa çêbibe û bêyî ku navê Barzanî bîne ziman wiha axivî: ";Ji bo pêkhatina kongre yan jî konferansa neteweyî, divê tu hurmetê nîşanî şoreş, berxwedan û vîna li Rojava bidî. Divê tu parçe nekî. Li aliyekî dorpêçê deynî, di nava êrîşan de cih bigirî, gelo dê çawa kongreya neteweyî li dar bikeve? Em dixwazin bi kongreya neteweyî re pirsgirêkên navbera Kurdan çareser bibe."; + +Hevserokê KCKê her wiha ragihand ku polîtîkayên PDK'ê yên li herêmê bi Enqerê re di rewşeke kordîneyî de tê meşandin û got, "Hem polîtîkayên wan ên herêmê bi kordîne ye hem jî berjewendiyên wan ên aboriyê hene. Yê ku hemû polîtîkayan diyar dike, berjewendiyên aborî ne. Di navbera PDK û AKP'ê de peymanên aboriyê heye ku buhayên wan digihêje mîlyaran. Ev peymanên han hemû polîtîkayan diyar dikin. Petrol, gaz, şîrketên hevpar, firotina petrola qaçax." + +Cemîl Bayik anî ziman ku mijara Sûriyê ji bo hemû hêzan mijareke stratejîk e, navendeke û destnîşan kir yên li Sûriyê qezenç bikin ewê karibin xwe li Rojhilata Navîn bicih bikin. + +Bayik di dewama axaftina xwe de got, "Sûriye ji aliyekî ve mîna marketa Rojhilata Navîn e. Navenda nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Bala xwe bidinê, El Qaîdê Sûriye ji xwe re weke navendekê hilbijartiye. Ji ber vê yekê ji derve ji hemû welatan milîtanan tîne. Bi pere mirovên cuda tîne. Bi bicihkirina hêza xwe li wê derê re dixwaze Sûriyê bi dest bixe. Dixwaze wê derê ji xwe re bike navend û li ser gelemperiya Rojhilata Navîn serdest bibe. Stratejiyeke wiha dişopîne. Weke ku tê zanîn El Qaîde dibêje ew Îslama Sunnî dipejirîne. Îslam Şîe jî heye. Vê jî Sûriye ji xwe re weke navend hilbijartiye. Îslama Şîe jî dixwaze bi wergirtina encamekê ji Sûriyê, li Rojhilata Navîn serdest bibe û armancên xwe bicih bîne."; + +Li gorî Cemîl Bayik, ji bo Amerîka û Rûsya, Tirkiye û Kurdan jî Sûriye navendeke û wiha domand: ";Amerîka dixwaze şerê xwe yê ku li Efxanistanê destpê kir û li Tûnisê dewam kir, li Sûriyê bi encam bike. Ji ber ku Sûriye li herêma Ereb welatê herî dawî ye. Li gorî encamên ji wê derê derkeve, wê Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Eger ji Sûriyê encamê negire, wê şerê wê bê encam bimîne, berevajî bibe. Ji bo Rûsyayê jî ji xwe kela ye. Eger Rûsiya, Sûriyê winda bike wê hemû berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wihda bike. Ji bo Tirkiyê jî ji xwe navendeke. Ji ber ku polîtîkayên wê yên derheqê Sûriyê de heta îro bê encam mane, pirsgirêkan dijî. Dîsa ji bo Kurdan ew der navendeke. Qezençkirin an jî windakirina Kurdan li wê derê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Ji xwe ji ber vê yekê hemû hêz li Sûriyê şer dikin." + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, diyar kir ku siyasetmedarên kurd ên di çarçoveya doza KCKê de hatine girtin, fermana girtina wan ji aliyê dadgehên taybet ve hatiye dayîn lewma divê dadgehên taybet li Tirkiyê demildest bên berdan. Ji aliyekî din, 2 girtiyên KCKê hatin berdan. + +Îro (03.02.2014) li bajarê Amedê 61emîn rûniştina doza KCKê li dadgeha şeşemîn a cezayê giran hat lidarxistin. + +Di civîna danê sibê ya dadgehê de girtî û tohmetbarên doza KCKê her wiha parêzerên wan diyar kirin, ew dadgehên taybet qebûl nakin lewma civîn terikandin. + +Li ber deriyê dadgehê hevseroka BDPê û namzeda şaredariya Amedê Gultan Kişanak, ji rojnamevanan re got, dadgehên taybet ne li gorî pîvanên hiqûqa demokratîk in û divê demildest bên rakirin. + +Kişanak, amaje bi daxuyaniyên hikûmetê derheqê rakirina dadgehên taybet de jî kir û ragihand, eger birastî hikûmet rast dibêje divê parlamentoyê di demek herî kurt dest bi kar bibe û dadgehên taybet hilweşîne. + +Di civîna piştî nîvro ya dadgehê de 2 kes hatin berdan ku yek jê parêzer Siraedîn Irmak û yê din jî şaredarê berê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê Emrullah Cîn bû. + +Hat gotin, rûniştina din a dadgehê bo 14ê Nîsanê hat paşxistin. + +Tê zanîn, ji encama operasyonên ku roja 14ê Nîsana 2009an li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hatin lidarxistin, nêzîkî 180 siyasetmedarên kurd bi hêceta ku endamên KCKê ne, hatin girtin. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Di encama teqîna 4 bombeyan de bi hêzên polîs û artêşa Iraqê ve 8 polîs birîndar bûn. Hat gotin, hinek tohmetbar jî hatine girtin. + +Polîsên derdora Kerkûkê û tabûra 12 ya artêşa Iraqê bi hev re operasyonek mezin li devera Hewîce û gundên Riyaz û Reşad ên Kerkûkê pêk anîn. + +Derbarê operasyonan de fermandeyê polîsên derdora Kerkûkê Serhed Qadir, ji Tora Medyaya Rûdawê re got, di dema vegera hêzên polîs û artêşê de 4 bombe bi wan ve teqiyan. + +Serhed Qadir da zanîn, di bûyerê de 8 polîs birîndar bûn û zirarek mezin jî li otomobîlên wan ket. + +Qadir her wiha eşkere kir ku di wê operasyonê de gellek tohmetbar hatin girtin. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Berhem Salih ragihand ku pirsgirêka wî li nav YNKê pirsgirêka pile û post nîne lê divê di nav YNKê de reform bên kirin û wiha got:";Ji ber ku êdî em nikarin şêwaza niha ya rêveberiyê bidomînin."; + +Berhem Salih, îşev di daxuyaniyekê de ragihand ku îro (03.02.2014) bi serokê encumena navendî ya YNKê Adil Mirad û hinek berpirsên din ên YNKê re li ser nakokî û aliyên nav YNKê gotûbêj kiriye. + +Berhem Salih, diyar kir ku YNKê gellekî ked û xebat kiriye û gellekî şehîd bo tevgera rizgariya kurda daye lê tenê dikare bi guhdarîkirina xelkê xwedî li van nirxan derbikeve nek pişta xwe bide wan. + +Salih anî ziman ku YNKê pêwîstî bi reforman e çimkî êdî bi şêwazên niha yên karkirin û rêveberinê YNKê nikare berdewam be. + +Wî cîgirê Talebanî destnîşan kir ku pirsgirêka wî pile û post nîne lê divê reform bên kirin. + +Ev çend roj in, nakokî û aloziyên nav YNKê kûrtir û zêdetir bûne, bi taybet piştî paşxistina çaremîn kongreya YNKê ev alozî zêdetir xwe nîşan da. Çimkî piştî ku kongreya YNKê ku biryar bû 31ê meha borî were lidarxistin, hat paşxistin, her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ragihandin, divê kongre di demek zûde were lidarxistin. + +Berhem Salih her wiha gotibû, ez heta kongrê êdî endamekî normal ê YNKê me. Ev daxuyaniya Salih mîna ";destjikarberdanê"; hatibû şirovekirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyerek trafîkê de li nêzîkî bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, 4 namzedên şaredariyan ên BDPê birîndar bûn. + +Li gorî DÎHAyê, îro (03.02.2014) danê êvarê, karwanê hilbijartinê yê BDP û HDPê dema ji navçeya Tetwanê Bitlîsê ber bi Wanê ve diçû, li nêzîkî navçeya Gewaşê ya Wanê tûşî qezayê bûn. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de namzeda şaredariya Bitlîsê Nevîn Daşdemîr Dalkiran, namzedê şaredariya Bitlîsê Hemze Ozkan û namzedên şarediya navçeya Mûtkî, Esma Gumuş û Ozcan Bîrlîk birîndar bûn. + +Li gorî nûçeyê, Daşdemîr û Ozkan şandin navenda pijîşkî ya Wanê û Gumuş û Bîrlîk jî ji ber ku birînên wan sivik bûn pêwîstî bi nexweşxanê nehat dîtin. + +Hat gotin, qeza ji ber leza zêde ya otomobîlê qewimiye. + +Amed (Rûdaw) - Li Gundê Şilbeytanê yê navçeya Pîrana Amedê di kolandina gora komî de hestiyên mirovan hatin dîtin. + +Li gundê Şilbeytanê yê Navçeya Pîrana Amedê li ser daxwaza malbata endamekî PKKê yê bi navê Mahmut Topdemîr gora komî hat kolandin û hestî hatin dîtin. + +Malbata endamê PKKê Mahmut Topdemîr (Numan) ji bo kurê xwe yê di sala 1996an de di şer de jiyana xwe ji dest dabû 6 meh berê serî li Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) dan. Malbatê bi rêya ÎHDê serî li Dozgeriya Komarê ya Piranê dan. + +Dozgeriyê jî li ser daxwaza malbatê gor da kolandin. Di kolandinê de malbata Topdemîr, dozger, parêzerê malbatê Suleyman Kaya, rêveberên BDPê yên Pîranê, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, Namzetên BDPê yên şaredariyê u gellek welatiyên din amade bûn. + +Di kolandinê de hestiyên mirovan hatin dîtin. Hat zanîn ku alav û amûrên taybet ên endamê PKKê jî hatin dîtin. Hat zanîn ku hestiyên hatin dîtin aydî endamê PKKê Topdemîr in. Hestiyên ku hatin dîtin ji bo desta DNAyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Enqerê. + +Topdemîr di sala 1969an de ji dayik bû û di sala 1993an de tevlî PKKê bû. Endamê PKKê Topdemîr di sala 1996'a de li Gundê Şilbeytan ê navçeya Pîranê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. + +Silêmanî (Rûdaw)- Asayişa Silêmaniyê ragihand ku kesên her du teqînên li navçeya Serçinar a bajarê Silêmaniyê pêk anîbûn û herwiha mîrekî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) hatin girtin û li tawana xwe mukir hatine. + +Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de got ";Roja 25/12/2013 hêzên asayişa Silêmaniyê bi hevkariya hêzên dijî terorê li taxa Qulereysî ya bajarê Silêmaniyê tomemtbar D.F.S (sala 1993 Ii Silêmaniyê jidayik bûye), tometbar B.E.H (sala 1995 Ii Silêmaniyê jidayik bûye) û herwiha roja 26/12/2013 tometbar R.H.M (sala 1993 Ii Silêmaniyê jidayik bûye) hatin girtin û li ber dadwer li tawana xwe mukir hatine";. + +Di daxuyaniyê wiha hatiye diyarkirin: ";Roja 13/1/2014 mîrekî DAÎŞê bi navê H.M.K ku sala 1983 li navçeya Axceler jidayik bûye û li bajarokê Çemçemal dijiya, hat girtin û piştî lêkolînan li tawana xwe mukir hat û got ku waliyê DAÎŞê li Kerkûkê ew erkedar kiriye ji bo ku avahiya rêveberiya asayişa Silêmaniyê biteqîne";. + +Herwiha di daxuyaniya ku ji aliyê televizyona Kurdsat ve hatiye belavkirin de, hatiye gotin ku ew mîrê DAÎŞê dixwest endamên kevin ên grûpa Ensar el-Îslam li hev kom bike û dubare karên wan zindî bike û mîrekî DAÎŞê jî bi navê S.M.H aniye Herêma Kurdistanê. + +Di 12ê çileya sala 2013an bombeke li ber mala efserekî hêzên pêşmerge li bajarê Silêmaniyê teqiya. Herwiha di dawiya sala 2013an de li navçeya Serçinar bombek teqiya û di encam de 2 kes birînar bûn. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya û çend biryarên nû derxistin. + +ENKSê derbarê endamên xwe yên tevlî xweseriya demokratîk a ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirine de bûne, biryar da ku endamtiya wan di ENKSê hilweşîne. + +Di xweseriya demokratîk de Partiya Çep a Kurd û Partiya Çep a Demokrat a Kurd û herwiha endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê Ekrem Hiso endam in. + +Endamê ENKSê Ehmed Berekat derbarê biryarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Endamtiya her du partiyên Çep di ENKSê de hate hilweşandin û ti nûneritiya wan di ENKSê de yan jî di şaxê wê de nema";. + +Di civîna ENKSê de herwiha behsa nûnran Kurdan ên ku di nava şanda opozîsyonê de tevlî Cenêv2 bûne û herwiha pirsgirêka ku di nava Îbrahîm Biro û Mîşêl Kîlo de derketiye holê hat kirin. + +Derbarê vê mijarê de endamê ENKSê Hesen Salih ji Rûdawê re got ";Em piştgiriya şanda xwe dikin û em dê nameyekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyon Sûriyê re bişînin";. + +Di nava şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê de 5 kesatiyên Kurd hene ku ew jî Ebdilhemîd Hec Derwîş, Îbrahîm Biro, Ebdilhekîm Beşar, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno ne. + +Tevî ku PYDê tevlî kongreya Cenêv2 nebûye, lê ENKSê dibêje ku ew li gor rêkefrina 24/12/2013 a di navbera wan û PYDê de, di kongreyê de nûneratiya gelê Kurd li Sûriyê dike. + + + +Dirbêsî (Rûdaw)- Nêzîkî hezar û 200 keç û xort li gundekî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê de civiyan û Yekîtiya Xwendevan û iwanên Demokratî Kurdistan ava kirin. + +Di civîna li Dirbêsiyê de, çend ciwanên Ereb jî wek endamên vê yekîtiyê amade bûn. + +Yekîtiya Xwendevan u Ciwanên Demokratî Kurdistan girêdayî Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê (el-Partî- bask Ebdilhekîm Beşar) e. + + +Berlîn (Rûdaw)- Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Berlînê ligel Wezîrê Derva yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bicive. + +Barzanî ku di 15ê vê mehê de bi serdanekê gihişte Ewropayê, niha li Almanya ye û dê piştî nîvro ligel Steinmeier bicive. + +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Berlînê ragihand ku civîna navbera Barzanî û Steinmeier dê saet 17:30 li avahiya Wezareta Derve ya Almanyayê bê lidarxistin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel Serokomarê Nemsayê Heinz Fischer civiya û pişt re serdana Belcîkayê kir û li Parlamentoya Ewropayê li Brokselê gotarek pêşkêş kir. + +Barzanî herwiha beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos) kir û di çarçoveya korbendê de ligel Serokwezîrê Holanda, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Swîdê, Wezîrê Derve yê Fransa, Serokwezîrê Gurcistanê, Wezîrê Derve yê Îtaliya û çend berpirsên din civiyabû. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) - Her ku mirov li nav kampên koçberan rewşa jiyana wan dişopêne , rastî astengiyên din ku ew têde derbas dibin tê. + +Li kampa Dareşekranê nêzîkî 250 malbatên koçber bê av û eliktirîk ev çend rojin dijîn. + +Koçber dibêjin ku gelek caran wan hewldane ku pirsgirêka xwe bigihînên serpereştin kampê,lê tu kesî bersiva wan neda . + +Berpirê kampê diyar kir ku pirraniya penaberên li wan rêzên konên ku bê av û eliktirîkin ,nû ji kampên din û bajarê Hewlêrê hatine . + +Bi sedema rewşa xirab a penaberan hin caran ji kampan diçin li nav bajaran dijîn û hin caran ji bajaran qesta kampan dikin .Da ku hinekî rewşa koçberiya xwe baştir bikin . + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku niha bi serdanekê li paytexta Almanya Berlînê ye, li tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî pirsî. + + +Di daxuyaniyekê de ku malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belavkirin, wiha hatiye gotin ";Îro sêşemê 4/2/2014 li paytexta Almanya Berlînê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji nêzîk ve li rewşa tenduristiya Serok mam Celal pirsî û hêviya selametiyê jê re xwest";. + + +Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Berlînê ligel Wezîrê Derva yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bicive. + + +Ev zêdetirî salekê ye Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal talebanî ji ber celteya mêjî li Almanyayê tê dermankirin. + + +Roja 9/1/2014 malpera fermî ya YNKê belav kirk u bijîşkê taybet ê Talebanî, Necmedîn Kerîm got ku wî cejna serê sale serdana Talebanî kiriye û li Almanyayê bi hev re gotûbêj kirine. Kerîm got ";Rewşa tenduristiya ber bi pêşve diçe";. + + +Amed (Rûdaw) - Piştî ku tenduristiya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî xira bû, di nava YNKê a ku ji yekitiya çend fraksiyonên cuda pêk hatibû de derizîn çêbû. + +Şikesteka ku YNKê di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Başûrê Kurdistanê de xwar jî vê derizînê zêdetir kir. + +Nîqaş û nakokiyên di navbera rayedar û rêveberên YNKê de pirsa "Gelo dê pêşeroja YNKê çi be" tîne bîra mirovan. + +Rewşenbîrên li Bakûr jî van pirsgirêkên YNKê ji nêz ve dişopînin. Rewşenbîrên ku siyaseta hemû perçeyên Kurdistanê dişopînin û lingekî wan jî di nava siyasetê de ye, rola Celal Talebanî di nava YNKê de weke roleke sereke dibînin… + + + +Hewlêr(Rûdaw) - Li ser medyaya civakî kampanyaya ";Ez Kurdistanî Me"; hate destpêkirin. Kampanyaya ku bi serpereştiya Mehvan Gara û piştgiriya Hiyam Çetînkaya ku niştecihên Swêdê ne di 19ê Çile de destpêkir, di nava demeke kurt te li seranserî cîhanê yê ku Kurd lê dijîn belav bû. + +Di çarçoveya kampanyaya navderbasbûyî de Kurdên ji herçar parçeyên Kurdistanê yên li gellek deverên cîhanê yên cuda dijîn, bi wêneyekî Kurdistanîbûna xwe tînin zimên. Kesên beşdarî kampanyayê dibin, wêneyekî xwe yê ku di destên wan de li ser kaxezekî ";Ez Kurdistanî Me"; hatiye nivîsandin didin girtin. Xwediyê wêne di bin sernivîsa ";Ez Kurdistanî Me";, nav û bajarê xwe yê Kurdistanê jî dinivîsin. Ev wêne bi vî awayî li ser medyaya civakî Facebook û Twitterê tê belavkirin. + +Navdaran jî piştgir in + +Di roja yekemîn ya kampanyayê de gellek kesên navdar jî piştgiriya xwe bi wêneyên xwe yên bi heman şêweyî diyar kirin. Hunermendên navdar yên wekî Ciwan Haco, Nasir Rezazî, Necmedîn Xulamî, Ezîz Weysî û Hesen Şerîf jî beşdarî kampanyayê bûn. Herwiha kesayetiyên mîna nivîskar Xelîl Duhokî û şaredarê Sûr a Amedê Abdullah Demîrbaş jî ji kesên destpêkê beşdarî kampanyayê bûne. + +Elaqa pêl bi pêl belav dibe + +Piştî wekî gava yekemîn wêneyên girêdayî kampanyayê yên navdaran hatin belavkirin, ji seranserî cîhanê û ji herçar parçeyên Kurdistanê wêneyên bi heman şêweyî li ser medyaya civakî hatin belavkirin. + +Ji hêla din ve amadekarên kampanyayê armanca kampanyaya ";Ez Kurdistanî Me"; bi bandora neyînî ya çarparçebûna Kurdistanê ve girêdan û diyar kirin ku ew dixwazin bi vê kampanyayê sînorkişandina di mêjiyan de jî ya li ser Kurdistanê nedinqebûlkirin. + +Kampanya wê di rojên pêş de jî dewam bike û çav li rêye ku roj bi roj hem elaqa zêdetir bibe û hem jî bi rêya medyaya civakî hesta girêdana bi Kurdistanê ve bi vî awayî geştir bibe. + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ragihand, eger heta sibê (05.02.2014) mûçeyê mamostayan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve neyê dayîn, dê hemû navendên xwendin û dibistanan baykot bikin. + +Ev du meh in mûçeyê mamostayan li Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Hêceta vê yekê jî, nebûna pere li nav bankan de tê ziman. + +Ji ber vê yekê, cîgirê serokê şaxê Silêmaniyê yê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Senger Fayeq, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, me beriya niha ji Parlamentoya Kurdistanê re ragihandibû, eger heta roja 2ê Sibatê mûçeyê mamostayan neyê dayîn dê xwendin û dibistanan baykot bikin. + +Senger Fayeq, anî ziman, ji ber wê jî wan roja 2ê vê mehê neçûn navendên xwendinê û baykot kirin. + +Fayeq her wiha da xuyakirin, lê eger heta sibê (05.02.2014) mûçe neyê dayîn dê çalakiya baykotkirina xwendinê li seranserê Herêma Kurdistanê li dar bixin. + +Ji aliyekî din, alîkarê wezîrê darayî yê Hêrema Kurdistanê Reşîd Tahir, duh ji Rûdawê re ragihand, eger ti pirsgirêkek dernekeve hikûmet dê heta dawiya vê hefteyê mûçeyên mamostayan bide. + +Reşîd Tahir, anî ziman ku heta niha rojek taybet bo dayîna mûçe nehatiye destnîşankirin lê vê hefteyê dê mûçe bê dayîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed diyar kir ku endamên YNKê bo çareserkirina arîşeyên YNKê çi biryarekî bidin ew dê piştevaniya wan bike. Hêro Îbrahîm her wiha daxwaz kir, lêjneyek bo encamdana guhertinên nav YNKê pêk were. +Hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, îro (04.02.2014) pêşwaziya şandeke encumena navendî ya YNKê bi serokatiya serokê encumenê Adil Mirad kir û helwesta xwe li ser alozî û arîşeyên nav YNKê anî ziman. +Li gorî malpera govara Walla ku nêzîkî YNKê ye, hevjîna Talebanî di civînê de diyar kir ku ew nêrîna xwe bi ser ti kesî de nasepîne û nabe peyaya ti kesî jî. +Wê endama polîtburoya YNKê li ser ";rêkeftina Tehranê"; ya ku di navbera wê û cîgirên Talebanî de hatibû îmzekirin, got, ew rêkeftin pêwîstî bi amadekariyên hûr heye û wiha bi awayekî bêserûber nayê cîbicîkirin. +Hero Îbrahîm Ehmed li ser daxwaziyên cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih de jî got, ew bi encamdana reforman razî ye lê divê ev yek ji hest û helwestên şexsî dûr be û bo vê yekê divê lêjneyek were pêkanîn. +Li ser dîtina Talebanî li Almanyayê jî, hevjîna Talebanî da xuyakirin, dîtina Talebanî di destê wê de nîne ji ber ku gellek xizm û mirovên wê jî hewl dan serdana wî bikin lê nehîştibûn çimkî ";Mam Celal naxwaze ti kesî bibîne";. +Hêro Îbrahîm da zanîn ku bi Kosret Resûl re hevdîtin pêk aniye û jê re gotiye, ew cîgirê Talebanî ye û dikare bibe wekîlê wî jî û hemû desthilatên wî bikar bîne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî ragihand ku aliyên siyasî li ser pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftine, û di demek nêzîk de dê hikûmet bê ragihandin. +Ednan Muftî di hevdîtinekê de ligel balyozê Brîtaniya li Iraqê Simon Kols û konsulê giştî yê Britaniya li Hewlêrê Hiw Nivas da zanîn ku ";Aliyê serkeftî di hilbijartinan de gihîştin rêkeftina dawî û di demeke nêzîk de dê kabîneya nû bê pêk anîn."; +Muftî derbarê proseya demokarsiyê li Herêma Kurdistanê de jî wiha got: ";Em wek YNKê bi erkên xwe dizanin ku giraniya xwe bixin xizmeta pêşvebirin û çespandina zêdetir a prensîpên demokrasiyê."; +Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 21ê Îlona borî de hatin emncamdan û heta niha tenê Parlamento yek carê rûniştiye, û ji ber merc û daxwazên aliyên siyasî jî heta niha kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn. + +Enqere (Rûdaw)- Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku şerê di navbera AKPê û Cemaata Fethullah Gulen de ne ji bo demokrasiyê ye û got ku di 30ê Adarê de wê civak ";dersê bide AKPê";. + +Selahedîn Demîrtaş di civîna partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de axivî û bal kişand ser geşedanên nava heftiyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Demîrtaş li ser dozên ku karmend, polîs û leşkerên dewletê yên ku ciwanan dikujin û tên parastin rawestiya û got ";Şehzan Kurt, Alî Îsmaîl Korkmaz û ên din ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Dewlet hemû dozan dibe metropolan. Ev yek nayê qebûlkirin";. + +Demîrtaş bi bîr xist ku siyasetmedar, xwendekar, rojnamevan, parêzer, şaredar, jin û ciwan ji ber di nav siyaseta demokratîk de cih girtine û li hemberî nelirêtiyê helwest nîşan dane niha girtî ne, lê polîsên kujer serbest in û got ";Tekane rêya hesabpirsîne heye ew jî divê ku di hilbijartinê de bersiveke xurt were dayîn";. + +Demîrtaş di axaftina xwe de hikûmeta AKPê jî rexne kir û wiha got: ";Li cihê ku gavên demokratîk biavêje hikûmeta AKPê hewl dide ku dewleta xwe ava bike";. + +Demîrtaş tekez kir ku ew dê di hilbijartinê de bileta Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bibirin û got ";Di hilbijartinên giştî yên destpêkê de emê wan li otobusê siwar bikin û bişînin";. + +Derbarê şerê di navbera AKPê û cemaatê de, Hevserokê Giştî yê BDPê got ";Ger ku dibêjin dewleteke parelel heye wê demê hesabê vê yekê bidin. AKPê jî divê ku vê yekê baş bibîne. Herî zêde di vê demê de siyasetmedarê kurd di destê van zor û zehmetî kêşandine. Divê ku hesab ji vê yekê bê xwestin û ev yek nikarin nûneriya ol bikin. Yên ku herî zêde zirarê din îslamiyetê ev bi xwe ne";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm aşkere kir ku termê 2 keçên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Mûsilê hatine kuştin, hatin dîtin. + +Karwan Ebdilkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Duh 2 keçên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji qeza Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ber bi bajarê Mûsilê ve diçûn ji aliyê çekdarên radîkal ve hatin kuştin û termê wan li ser cadeyê hatibûn avêtin";. +Ebdilkerîm got ";Ew 2 keç ku jidayikbûna sala 1991ê ne, di navbera taxên Kerame û Mûsil ên bajarê Mûsilê de hatine kuştin";. + +Bi gotina Ebdilkerîm, her du keçên bi navê D.M.H û F.H yek ji wan 4 gule û ya din 6 gule lêketine. + +Ebdilkerîm diyar kir ku termê her du keçan niha li qeza Xebat in. + +Ew 2 keç xelkê bajarê Qamişlo ne û li qeza Xebat dijiyan. + +Rûdaw dê zanyariyên zêdetir belav bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asaya Ebdilla û şandeke pê re serdana koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Parlamentoya Tirkiyê kirin û tevlî civîna duh a koma BDPê bû. + +Hevserokê koma BDPê Idrîs Baluken derbarê serdana şanda PYDê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Me ligel şanda PYDê derbarê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û herwiha derbarê helwest û siyaseta Tirkiyê li hember Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin";. + +Baluken diyar kir ku civîna wan ligel PYDê ne civîneke awarte bû, ji ber ku bi awayekî berdewam ligel hev dicivin. + +Derbarê helwesta komên partiyên din ên di Parlamentoya Tirkiyê de li hember serdana şanda PYDê de, Baluken got ";Serdan normal e û karvedanên wê dê ne nerênî bin, ji be rev hevalên me nûneratiya îradeya gelê me dikin û BDPê jî îradeya gelê Kurd e li Tirkiyê";. + +Hevserokê koma BDPê herwiha got ";Mafê ti kesî tine ye û hedê wî jî nîne karvedana wî li hember van serdanan nerênî be";. + +Li aliyê din, Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axifî. + +Demîrtaş got ";Tirkiyê di aliyê Sûriyê de bû sedem ku zêdetir xwîn bê rijandin. Piştgirîkirina Cebhet el-Nûrsa, Qaîdeyê û girtina deriyê sînor bûye sedem ku hîn zêdetir xwîn bê rijandin";. + +Demîrtaş axaftina xwe wiha domand: ";Tirsa herî mezin a hikûmeta AKPê Şoreşa Rojava û Rojavayê Kurdistanê ye. Li Rojava sê kanton hatin avakirin, ji ber vê yekê tirsa Tirkiyê zêde bûye";. + +Hevserokê Giştî yê BDPê herwiha got ";Du cîranên Tirkiyê hene PYDê û DAÎŞ. Hevseroka PYDê Asya Ebdullah heya di sînor re derbas bû gelek zorî kişand. Divê êdî di mijara Rojava de Tirkiyê rûne û hinekî bifikire. Li cihê ku êrîş bike bila piştgiriya demokrasiyê bide Sûriyê";. + +Silêmanî (Rûdaw)- Bi mebesta gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkedarkirin, dê îro bi serokatiya şandeke PDKê biçe bajarê Silêmaniyê. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar Nêçîrvan Barzanî pirsa yekalîkirina postên hikûmeta nû ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran gotûbêj bike. + +Serdana Nêçîrvan Barzanî bi mebesta yekalîkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ye û li gor zanyariyên Rûdawê dê ligel Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û berpirsên bilind ên YNKê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibê pêncşemê hejmara nû ya çapa Ewropayê ya rojnameya Rûdawê dê têkeve ber destê xwendevana. + +Di hejmara vê heftiyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê de, çend hevpeyvîn û mijarên girîng ên girêdayî rewşa siyasî, aborî, civakî û kultûrî ya Kurdistanê hene. + +Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder di hevpevînekê de ligel Rûdawê ku di vê hejmara nû (235) de, behsa hevdîtinên xwe ligel Serokê PKKê Abdullah Ocalan dike û naveroka nameya ku Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye aşkere dike. + +Herwiha serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Tohma jî derbarê xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din hatiye ragihandin de dike. + +Di rojnameyê de gelek mijarên din ên girîng li ser nexşeya Kurdistanê, mamostayê Kurd li Îranê, şerê navbera AKPê û cemaata Fethullah Gulen, serdana Barzanî bo Ewropayê, jiyana kurdekî serkeftî û çend mijarên din ên hunerî û çandî hene. + +Silêmanî (Rûdaw)- Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye erkedarkirin û Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa bi mebesta yekalîkirina pirsa avakirina hikûmeta nû li bajarê Silêmaniyê civiyan, lê encamên civînê ji medyayê re nehatin aşkerekirin. + +Îro çarşemê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê gihişte Silêmaniyê û biryar e ligel berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bicive. +Şanda PDKê ku bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye ji Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û her du endamê Polîtbîroya PDKê Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk tê. + +Civîn ku dûrî çavên medyayê bû bi dawî hat, lê encamên wê nehatin aşkerekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro saet 21.05 bi dema Hewlêrê xeleka duyem a programa 2 ALÎ dê were weşandin. + +Di vê programê de parlamenterê BDPê yê Colemêrgê Esat Canan û parlamenterê berê yê AKPê û namzetê şaredariya Sûra Amedê Abdurrahman Kurd ku yek ji kesên nêzîk serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e, beşdar dibin. + +Di programê de ku bi şêweyekî zindî tê weşandin, her du beşdar li ser pêvajoya aştiyê, siyaseta AKPê ya derbarê pirsa Kurd de, rola parlamenterên Kurd di nava AKPê û nakokiyên di navbera wan û parlamenterên BDPê de radiwestin. + +Yek ji mijarên ku di programê de li ser were rawestandin ew e, nêzîkî 75 parlamenterên Kurd di nava AKPê de hene, heta niha weke Kurd ji bo pirsa Kurdî çi kirine û sedema ku BDPê sînorekî dixe navbera xwe û wan çi ye? + +Herwiha wê gelek pirsên ku her du aliyan pêwendîdar dike di programê de werin gotûbêjkirin. + +Program ji aliyê rojnamevan Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê hefteya bê ji bo dîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan biçin girava Îmraliyê. Lê belê car din rê nehat dayîn ku parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê. + +Li gorî agahiyên DÎHAyê, şanda BDP û HDPê ku ji parlameterên BDPê Pervîn Bûldan û Îdrîs Baluken her wiha parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder pêk tê, dê roja şemiyê (08.02.2014) herin girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. + +Tê pêşbînîkirin, şanda Îmraliyê nameya KCKê ya ku ji 7 rûpelan pêk tê û ji Ocalan re hatiye nivîsandin, radestî Ocalan bikin. + +Herî dawî şanda Îmraliyê roja 11ê meha borî çûbû dîtina Ocalan. + +Li hember vê yekê parêzerên Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgerê Komarê ya Bursayê dan, lê vê carê jî bi sedema ";keştî xerabe ye"; serlêdan hat redkirin. + +Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Asiye Ulker bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. + +Parêzerên Ocalan herî dawî di 27ê tîrmeha 2011an de çûbûn Îmraliyê. + +Ji 27ê tîrmeha 2011an û vir ve hemû serlêdanên parêzeran hatine redkirin. + +Parêzer 2 sal û 185 rojin nikarin biçin Îmraliyê. + +Silêmanî (Rûdaw)- Biryare îro serokê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Nêçîrvan Barzanî, ligel şanda danûstandinan ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jib o pirsa pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanl bicive, û li gor zaniraiyan dê endamê polîtburoya YNKê Ednan Muftî serperiştiya şanda partiya xwe bike. + +Ev civîna şanda PDKê ligel şanda YNKê, piştî wê yekê tê ku îro sibehê şanda PDKê ligel şanda Tevgera Gorranê, ji bo pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, civiyabû. + +Piştî ku cîgirê duyem ê Skreterê Giştî yê YNKê û serokê şanda wê Dr. Berhem Salih ragihand ku wî dest ji posta xwe berda ";Heta lidarxistina kongreya YNKê di zûtirîn dem de û bê saxtekarî";, niha nediyare bê kî dê serokatiya şanda YNKê bike. + +Ji bo vê mebestê Tora Medyayî ya Rûdawê peywendî bi endamekî polîtburoya YNKê re kir û wî endamî wiha got: ";Kak Ednan Muftî dê serpirştiya civînên YNKê ligel Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel de bike."; + +Wî endamê polîbûroya YNKê got jî: ";Kak Fuad agehdarê hemû zaniraiyên girêdayê wê rûniştinê ye."; + +Birayre di vê civînê de, ji bilî pirsa pêkanîna hikûmetê, nakokiyên vê dawiyê yên di nava YNKê de jî bên gotûbêjkirin. + +Qamişlo (Rûdaw)- li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çendîn rêxistinên û komeleyên jinan hene mîna Şawîşka , Ronî, Aferîn, Sara, Jina Azad, Jinên Kurdistanû Jinên Kurd li Sûriyê. + +Sedema damezirandina van komeleyan nêzîkî heve û tev dibînin ko jin dibin zordariyekê de ye. +Çalakiyên van komeleyan jî nêzîkî hevin,ji sîmîner ,valakirina derûnî,û pêşangaha. +Jina kurd ko di dîrokê debi azadiya xwe,hatiye naskirin ,floklornas salih heydo dibîne ko ew niha gavin mezin avêtine +Hin çavdêr dibînin ko pirbûna rêxistinên jinê mînakeke pêşketinê ye, lê hin çavdêrên din bervajî vê nêrîna pirbûna rêxistina didin zanîn. + +komeleya ronî sîmenreke folklorî li dar xist,kamîreya rûdaw beşdar bû û derî vekir ser pirsa pirbûna komeleyên jinê li qamişlo,ka em temaşe bikin ,gelo cudahî navbera van rêxistina heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê dê konfranseke geştiyariyê li Dubai lidar bixe, herwiha dê konfransekê ji kompaniyayên geştiyarî re Ii Herêma Kurdistanê saz bike. + +Serokê desteya geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê, Mewlewî Cebar raghiand ku di siberojeke nêzîk de dê desteya geştûguzarê konfranseke geştiyariyê li Dubai lidar bixe herwiha dê beşdarî pêşangeha salane ya Dubai bike. + +Mewlewî Cebar aşkere jî kir ku dê îsal konfransa kompaniyayên geştiyarî li Herêma Kurdistanê bê girêdan û dê kompaniyayê geştiarî yên Îmarata Erebî jî bên vexwendin. + +Ev gotnên serokê desteya geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinekê de ligel konsulê giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê Raşid Mihemed el-Mensûr de, hatin. + +Ji aliyê xwe konsulê giştî yê Îmarat amadeyiya wealtê xwe bo alîkarîkirina Kurdistanê di pêşxistina warê geştûguzarê de, anî ziman. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye erkedarkirin û Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa bi mebesta yekalîkirina pirsa avakirina hikûmeta nû li bajarê Silêmaniyê civiyan. + +Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat ragihandin û kopiyek jê gihîşte dest Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeheke fereh û xizmetguzar da bibe cihê baweriya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin. + +Herwiha di civînê de Barzanî û Mistefa behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û nakokiyên di navbera wan de û hewlên ku tên dayîn ji bo çareserkirina wan nakokiyan di rêya diyalog û danûstandinê re kirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku her du aliyan peywendiyên navbera PDKê û Tevgera Gorranê gotûbêj kirin û dakokî li ser pêkvejiyan, yekrêzî û wekheviya hemû hêz û pêkhatên Herêma Kurdistanê kirin. + +Amed (Rûdaw)- Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah di serdana xwe ya KCDê de diyar kir ku yekane rêya çareseriya şerê li Sûriyê tevgera dînamîkên navxweyî ye û got ";Destêwerdana derve yan jî pevçûn ne çareserî ye";. + +Asya Ebdullah û endamê meclîa PYDê Doktor Ciwan ên li ser vexwendina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê hin hevdîtin kirin û duh hatin Amedê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, şanda PYDê ji aliyê Hevserokê KCDê Ahmet Turk, namzeta BDPê ya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û çend berpirsên din ên KCDê û BDPê ve hat pêşwazîkirin. + +Di pêşwazîkirinê de Gultan Kişanak axifî û da xuyakirin ku serdana Asya Ebdullah ji bo wan gelekî girîng e û diyar kir ku xweseriya demokratîk a ku PYDê û çend partiyên din li Rojavayê Kurdistanê ava kirine ";bûye ronahiya çareserî û hêviyê û ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn ev model gelekî girîng e";. + +Hevserokê KCDê Ahmet Turk jî got ";Ji bo aştiyê li Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn. Berdêlên hatin dayîn jî ji bo Kurdistaneke azad bû. Heta ku 50 milyon Kurd azad nebin, aştî nayê Rojhilata Navîn";. + +Turk ji bo pêkhatina yekîtiya navbera gelê Kurd bang kir û got ";Ji bo pêkhatina yekîtiya navbera Kurdan divê hemû partiyên siyasî bizanibin ku ne berjewendiyên partiyan, azadiya gelê Kurd girîng e. Divê em ji bo vê têbikoşin";. + +Hevseroka PYDê Asya Ebdullah jî got ";Me hemû pirsgirêkên Sûriyeyê weke pirsgirêkên xwe dîtin. Çareserî bi şer, pevçûn an jî destêwerdana derve nabe. Çareserî bi vîna hevpar a gelên Sûriyeyê derdikeve holê";. + +Ebdullah behsa rêveberiya demokratîk a ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) a ku ji 12 partiyan û gelek rêxistinên ciwanan û kesatiyen serbixwe pêk tê, kir û red kir ku PYDê dest danîbe ser rêvebirina Rojavayê Kurdistanê. + +Ebdullah da zanîn ku li pêşiya afirandina çareseriyeke demokratîk ti astengî nîne û anî ziman ku ew weke PYD vîna gelan esas digire û got ";Yên ku deriyê xwe li vê rêxistinbûyîna demokratîk veke, wê emrê xwe dirêj bike. Yên ku deriyê xwe bigirin jî wê emrê xwe kurt bike";. + +Ebdullah di bersiva pirsên rojnamevanan de behsa nameya ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye û got ";Ev name ji bo me gelekî girîng e";. + +Li ser pirsa petrola Rojavayê Kurdistanê wê ji bazara derve re bê şandin û ev yek wê li ser Tirkiyê bê kirin, Ebdullah got ";Eger derî bên vekirin dibe ku pêşketinên gelekî girîng rû bidin, lê belê vê gavê derî ne vekiriye. Em ji bo her tiştî amade ne";. + +Tevî ku bîrên petrolê yên li bajarokê Rimêlan û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê di destê PYDê de ne, lê belê heta niha Hikûmeta Sûriyê mûçeya fermanber û karkerên li ser wan bîran dide. + +Mêrdîn (Rûdaw)- 15 kamyonên alîkariyên mirovahî yên li navçeya Qoserê hatibûn komkirin, piştî 5 rojan hatin astengkirin di deriyê sînorê Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, ew 15 kamyonên ku pêdiviyên mirovahiyê bar dikirin, piştî 5 rojan li Qoserê hatin rawestandin û hatin astengkirin, duh êvarî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Berpirsên Şaredariya Qoserê û Nisêbînê kamyon radestê aliyên peywendîdar li Rojavayê Kurdistanê kirin. + +Tevî ku deriyê sînorî yên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de girtî ne, lê belê gelek caran ew derî ji bo alîkariyên mirovahî têne vekirin. + +Deriyê Dirbêsiyê li aliyê Rojavayê Kurdistanê di destê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokrat a Krurdistanê (PDK) pêşnyar kiriye ku 2 cîgirên Serokwezîr hebin. Tevgera Gorran jî red dike ku wê daxwaza posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê kiribe. Gorran dê îro bicive û bi fermî bersiva pêşnyara PDKê bide. + +Duh çarşemê, şandeke PKDê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û endamtiya Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û her du endamên Polîtbîroyê D. Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî serdana navenda serekî ya Tevgera Gorranê li bajarê Silêmaniyê kir. + +Şanda PDKê ji aliyê Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û endamên Civata Niştimanî ya Gorranê Mistefa Seyid Qadir, Celal Cewher û Rêbaz Mihemed ve hat pêşwazîkirin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, destpêkê civîn navbera her du aliyan û pişt re navbera şanda PDKê û Newşîrwan Mistefa bi tenê hat lidarxistin. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, şanda PDKê ev pêşnyar dane Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê: + +Yekem: Newşîrwan Mistefa bi xwe navbeynkariyê bike ji bo rêkeftin û gihiştin bi avakirina hikûmetê. + +Duyem: 2 cîgir ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hebin bi navê Cîgirê Yekem û Cîgirê Duyem, Cîgirê Yekem ji Gorran û yê Duyem ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) be. + +Li gor peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Kurdistanê Cîgirê Yekem dê ligel Serokwezîr kabîneya heştem ava bike û desthilata wî jî dê zêdetir be. + +Tevî ku PDKê encamên hilbijartinan dibîne, ku li gor encaman, Gorran hêza duyem e li Herêma Kurdistanê û ew dikare daxwaza posta duyem bike, lê ji bo ku YNKê hest neke ku ew hatiye piştguhxistin, dixwaze Cîgirê Duyem ji bo YNKê be, ev yek jî armanca wê kabîneya hikûmetê pêk tîne ku ew j’ hikûmeta yekrêziya niştimanî. + +Herwiha şanda PDKê gotiye ku YNKê posta Cîgirê Serokwezîr dixwaze. Şanda PDKê gotiye ku ew bi çavê hevparekî desthilatê li Gorran dinêre. + +Şanda PDKê ji Newşîrwan Mistefa re ragihandiye ku nêzîkbûn û bi hev re karkirina PDKê û YNKê ji sala 2005an ve destpêkiriye, lê ev çend salin bawerî di navbera her du aliyan de çêbûye û niha jî çêdibe ku ev gava yekem a rêvebirina desthilatê be di navbera her du aliyan de. + +Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê spasiya baweriya şanda PKDê kiriye ku jê xwestiye di rakirina astengên li ber avakirina hikûmetê de navbeynkariyê bike û ji şanda PDKê re gotiye ku ew bi xwe nabîne ku pêşnyara 3 cîgir û 2 cîgiran baş e, lê serkirdatiya Gorranê dê biryara dawî derbarê vê yekê de bide. + +Newşîrwan Mistefa herwiha ji şanda PKDê re gotiye ku bila posta Cîgirê Serokwezîr ji YNKê re be û li hember vê yekê posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji Gorran re be. + +Her li gor zanyariyên çavkaniyên Gorranê, Newşîrwan Mistefa di wê civînê de daxwaz kiriye ku wezaretên Darayî û Navxwe jî ji Gorran re bin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro Tevgera Gorran dê bi serpereştiya Newşîrwan Mistefa bicive ji bo ku bi awayekî fermî bersiva pêşnyarên PDKê bide. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê bi hezara Kurd hene ku ti belgenameyên wan yên fermî di deweletê de nînin û rejîma Sûriyê ew ji her tiştî ve mehrûm kirine. Ev kes di tomarên Sûriyê de wek kesên bi qeyd ango ";mektûm el-Qeyid"; hatine nivîsandin. + +Di 5ê cotmeha 1962yan de, bi biryara hejmara 93 ya ku ji aliyê Serokomarê wê demê yê Sûriyê Nazim el-Qudisî û Serokwezîrê Sûriyê Beşîr el-Ezime hatiye derxistin, serhejmariyek li parêzgeha Hesekê ya ku piraniya xelkê wê Kurd in hat kirin. + +Kurd dibêjin ew serhejmariya ku bi tenê yek rojê domand, armanca wê ew bû ku nasnameya sûrî ji hemwelatiyên Kurd bê standin. + +Di wê roja serhejmariyê de ew kurdê ne giha navê xwe qeyd bike, navê wî ji qeydên fermî yên Sûriyê hat derxistin û saziyên dewletê wek kesekî ne hemwelatiyên Sûriyê (ecnebî) serderî ligel wî kirin. + +Di destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de, Serokê Sûriyê Beşar Esed biryar da nasnameya Sûriyê ji wan Kurdan re vegerîne ku di sala 1962 de ji wan hatibû standin. + +Bi vê biryarê jî nêzîkî 200 hezar Kurd regeznameya sûrî wergirtin, lê belê kesên pirsgirêka kesên mektûm nehatiya çareserkirin û heta niha belgenameyên wan ên fermî tine ne. + +Fermanberê di Rêveberiya Nasnameya bajarê Dêrikê de Mihemed Mişo ji Tora Medyay ya Rûdawê re ragihand ku hejmara kesên mektûm li parêzgeha Hesekê nêzîkî 25 hezar kes e û heta niha nasname ne standine. + +Mişo got ";Berî 2 salan û heta niha kesên mektûm navê xwe ji hikûmetê re hildane, lê hîn bersiva wan di Wezareta Navxwe û Saziya Ewlekariya Siyasî de asê maye. Tevî ku komîteyek di Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Medenî û Nasnameyê de li bajarê Hesekê heye, lê ew jî li hember vê pirsê bê deng maye";. + +Kurdên mektûm yên herî hejar in di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, ji ber rejîma Sûriyê ew ji sala 1962yan de ew ji xwendinê mehrûm kirine û di ti cihê fermî de jî nikarin kar bikin û tiştek li ser navê wan nayê qeydkirin. + + +Judit Neurink(Rûdaw) - "Em parastina keçên xwe dikin û nahêlin ji malê derkevin derve, da ku ziyanê nebînin. Lê em ji kurên xwe re nabêjin destdirêjiyê bo jinan nekin." Li gor sêksolog û derûnnas Beyan Resûl, awayê xwedîkirina zarokan li Herêma Kurdistanê yek ji hokarên li dû vê destdirêjiya bi kom e, ku vê dawiyê li Hewlêra paytext derket. +Destpêka vê mehê keçeke penaber ya ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê 6 kesan ve hate revandin û destdirêjî wê hat kirin. Civaka kurdî bi bihîstina nûçeyê şok bû, lê xelk nerijiyan ser kolanan weke ku xelkên Hindistanê ji ber bûyereke wek vê bûyerê kirin. Par li Hindistanê bûyereke bi heman şêwazî rûdabû û tê de keçek ji aliyê hejmarek xortan ve destdirêjî wê hatibû kirin. Li ser vê yekê xelkekî mezin ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketibûn kolanan. + +Ji pêvî xwepêşandaneke biçûk ku ji aliyê penaberên li Kurdistanê ve hate rêxistin, çîroka vê destdirêjiyê tenê di medyayên Kurdistanê de deng veda. Ev tiştekî xerîb e, bi taybet di civakeke konservatîv wek civaka kurdî de, ku tê de gellek girîngî bi namûs û pirsên keçîniyê tê dan. Dr. Beyan Resûl dibêje tawanbar her zû hatin girtin û eşkere hatin hukimkirin. Herwiha nêrîna giştî ragihand ku ev keç her maye keç, ji ber vê yekê ev tawan kêmtir bi kirêtî hate berçav. + +Dr. Beyan dibêje: "Kes behsa hest û derûna vê keçê nake. Kes behsa vê bandorê nake ku ev bûyer li ser jiyana vê keçê dihêle. Kes behsa wê yekê nake ku ev keç weke lawirekê mamele ligel bûye. Van tawanbaran zanîbûn ku eger perdeya keçîniya vê keçê ziyan bigihijiyê, ew sizayê zindanê yê giran werdigirin." + +Bandora cihana rojava + +Ev bûyer di nav civakekê de derket ku bi lezeke mezin di guhertinê de ye. Piştî çend salan ji sitemkariyê, Kurd niha xwedî herêma xwe ne û geşbûna aborî ya guhertinê di jiyana pirraniya wan de dirust bûye. Tevî ku bandora cihana rojava bi rêya tv, înternêt û vegera penaberan guhertin pêk aniye, lê civaka kurdî hêj civakeke konservatîv e. + +Li dibistanan dersên komendamên zayînê di zîndeweran de tên derbaskirin. Sêks qedexe û heram e, lê kenalên taziyan, malperên taziyan bi awayekî berfireh tên temaşekirin. + +Gellek jin behsa pirrbûna destdirêjiya sêksî (bêzarkirina sêksî) dikin, bi taybet li mall û navendên bazarkirinê û cihên giştî. Di rapirsiyeke biçûk de ku ji bo vê babetê hate kirin, hejmarekê ji beşdarbûyên jin gotin ku dest gihiştiye wan. Hineke din ji wan behsa wê yekê dikirin ku mêr bi dû wan ketiye û gotin ji wan re kiriye û çavên xwe biriye nav çavên wan û tew behsa wê yekê jî kirin ku ji pencereyên de.rve hewl dane li odeyên wan ên xewê jî binêrin. + +Ev diyarde beramberî jinên biyanî jî dibe. Jineke ji welatekî Afrîkayê dibêje ew jinên biyanî ku rengê çermê wan cuda ye, ji aliyê şofêrên taksiyan ve gellek caran doza sêksê li wan dibe. + +";Eger jin nexwaze…"; + +Hemû beşdarbûyên rapirsiyê doz kirin ku navê wan eşkere nebe. Jinên kurd dibêjin vê babetê tenê di nav xwe de behs dikin, da ku gazin ji wan nebin. "Xelk dibêjin eger jin nexwaze, tiştek beramberî wê dernakeve. Ev gotin pirr min dilteng dike", Sozan Şehab dibêje. Sozan, ku heta vê dawiyê endama parlementoyê bû li ser lîsta YNKê, dibêje "ev gotin pirr xirab e, bi taybetî eger em bixwazin li dijî vê diyardeyê rawestin." + +Dr. Beyan destxweşiya penaberên sûrî dike ku di babetê keçika 16 salî de polîs agahdar kirin. Ji ber şermiya ku li dora vê babtê heye, gellek qurbanî vê babetê nagihînin beregehên polîs, tevî ku beregeheke taybet a polîs ji bo vê babetê heye. Gellek ji van kêşeyan ji aliyê malbatan ve tên bidawîkirin. + +Hinek ji wan kesên ku beşdarî rapirsiyê bûn, red kirin ku kêşeyeke wiha hebe. Wan digotin ev diyarde li her deverê derdikevê û behskirina wê ji bo navûdengê Kurdistanê ne baş e. Lê Sozan dibêje "xelk dibêjin dest jê berde, ev jî wiha dike ku em kêmtir xema vê diyardeyê bixwin." + +Sozan dozê li medya û siyasetmedarên Kurdistanê dike ku ji bo beramberbûna her awayekî destdirêjiya sêksî bi hevre kar bikin. Herwiha dozê li gotarbêjên mizgeftan jî dike ku di gotarên xwe de xelkê di vî warî de hişyar bikin: "Divê xelkê hişyar bikin. Di heman demê de jî pêwist e spreya rondikrêj bi jinan bidin nasîn, da ku wê li dijî destdirêjkeran bikarbînin. Pêşniyara min ewe ku di her çanteyekî de yek ji wan rondikrêjan hebe." + + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê di dema karên hilbijartinên herêmî de di daleqandina alên partiyên BDPê û AKPê de pirsgirêk derket. + +Li ser vê bûyerê li ber avahiya Navenda BDPê ya Amedê ji aliyê hevserokên BDPê yên Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz ve daxuyaniyek hate dayîn. + +Zubeyde Zumrut got ewê neyên van provakasyonan û ew dê di sendokan de bersiva wan bidin. + +Mehmet Emîn Yilmaz jî destnîşan kir ku biryara provakasyonan ji enqerê têne dayîn û got ";Ger ev êrîş dewam bikin dê bersiva wan jî cuda be û aliyê ku lêdanê bixwe dê ne BDP be";. + +Yilmaz da zanîn ku armanca wan ne tenê bidestxistina çend şaredariyan e di heman demê de armanca wan Kurdistanek û jiyanek azad e. + + + +Almanya(Rûdaw) - Şandeke ji rewşebîrên kurd pêk dihat, serdana redaksiyona Ewropayê ya Rûdawê ku li Dusseldorfa Almanyayê ye kirin. Di serdana şandeya ku ji çar rewşenbîrên kurd yên ku her yekî ji parçeyekî Kurdistanê ne, derbarê bandora erênî ya weşanên Rûdawê li ser Kurdên li Ewropayê dijîn dike gûftûgo hatin kirin. + +Sosyolog Dr. Mihemed Zeyno ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, di serdanê de behsa giringiya hebûna rojnameya Rûdaw ya çapa Ewropayê kir û diyar kir ku ew giringiyeke mezin didin hebûna rojnameya me: ";Em hêvî dikin ku Rûdaw her wisa bimîne. Em rojên pêncşeman wekî ku zarokek li benda dayika xwe be, li benda hejmara nû ya Rûdawê dimînin. Em giringiyeke mezin didin vê rojnameyê. Li cihên ku Rûdaw lê tê firotin û hinek rojname li wî cihî dimînin, ez bi xwe diçim hemûyan dikirim û li xelkê belav dikim."; + +Nivîskar Mahîr Berwarî yê ji Başûrê Kurdistanê jî bi karmendên Rûdawê re sohbet kir û diyar kir ku hem wekî xwîner û hem jî wekî temaşevan ew amadeye hemû cûreyên alîkariyê bike û kêfxweş e ku hatiya nivîsgeha Rûdawê. + +Mela Muhammed Nureddin Yekta ku ji Bakurê Kurdistanê ye û alimek olî ye, bi taybetî behsa weşana televizyona Rûdaw kir û wiha axivî: ";Gellek televizyonên kurdî hene lê ji Rûdawê bêhtir bêhna kurdî tê. Ji weşanên televizyona we bêhna herçar parçeyên Kurdistanê tê."; + +Akademîst Karîm Ghasmnejad jî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi taybetî derbarê weşana televizyona me de got ku ya herî ew pê kêfxweş e ku bîner bi rêya televizyona me birayên xwe yên Kurd yên ji parçeyên din yên Kurdistanê nas dikin. + +Herçar rewşenbîrên serdana Rûdawê kirin, diyar kirin ku ew ê bi kêfxweşî weşanên Rûdawê wekî berê berdewamî bişopînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Dîmenek vîdyoyî li ser Youtube belav bûye ku têde lêkolîn ligel Rêberê PKKê Ebdila Ocelan li Îmraliyê tê kirin, di vîdyoyê de hatiye amaje kirin ku di sala 1999an de hatiye tomarkirin. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li navçeya Şemzînan ya girêdayî bajarê Colemêrgê li Bakurê kurdistanê 4 kurdên Rojhilatê Kurdistanê li ser tixub bi reniya berfê ketin. + +Her çar kurdên Rojhilata Kurdistanê yên bi navê Faxir Ahmet, Xebat Îsmaîl, Şakir Salih û Adem Mistefa xwestin ku serdana kesên xwe yên li gundê Gelişêm ê Şemzînan bikin. + +Dema ku çar roj ser ser çûna wan de derbas bûn û ti agahî ji wan ne hate girtin gundiyên Gelêşim lêgerîn dane destpêkirin. Piştî demeke hate dîtin ku ew her çar kes nêzîkî gundê Gelêşim di bin reniya berfê de mane. + +Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya girêdayî parêzgeha Colemergê û hemwelatiyên Şemzînan û gundên derdorê hewl didin ku bigehin wan her çar kesan, lê heta niha xabetên bê encam in. + +Demek berê niha jî li gundê Şikevtin ê Şemzînan 2 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di bin reniya berfê de ketibûn û jiyana xwe dest dabûn. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Nakokiyên li Rojavayê Kurdistanê ne tenê di navbera partiyên siyasî û rêxistinên ciwan û jinan derdikevin, lê di nava rewşenbîrên de nakokî hin bi hin zêde dibin. + +Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd di daxuyaniyekê e bawerî ji komîteya hevbendê ya li derve vekişand û got ";Komîta derve alîgiriyeke siyasî dimeşîne";. + +Endamê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Ebdilsemed Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Hinek sedemên rêxistinî jî hene ku me bawerî ji komîteya derve vekişandin, ji ber ku me nikarîbû konferansekê li dar bixin û gelek hevpeyvînên me çêkirin hatin pûçkirin";. + +Yekîtiya Nivîskarên Kurd ku şaxê xwe li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê ava kirine dibêje ku wê deriyê tevlîbûnê li ber yekîtiyekê berfireh ku hemû nivîskar tê de cih bigirin vekiriye. + +Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Fewaz Ebdê derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got ";Niha em ser mercê nivîskariyê dimeşin da ku em kongreyeke berfereh li dar bixin bi awayekî ku hemû nivîskaran li xwe bigire";. + +Nivîskarên Kurd nerazîbûna xwe li hember van nakokiyan tînin ziman û yek ji wan nivîskar Ebdilîlah Gedo ye. Gedo dibêje ";berî em têkevin van pirsgirêkan divê em li heqîqetê bipirsin, ka nivîskarê heqîqî kî ye û siyasetmedarê heqîqî kî ye?";. + + + +Kobanî (Rûdaw)- Hevalên Partiya Çep a Kurd li Sûriyê dibêjin ku ji ber Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nikarîbû ti karî li ser erdê bike, partiya wan tevlî rêveberiya demkî bû û ji ENKSê vekişiya, hevalên ENKSê jî dibêjin ku diviyabû ji zû de Partiya Çep ji ENKSê bihata derxistin. + +Efrîn (Rûdaw)- Li nêzîk xaleke kontrolê ya asayişa Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, teqînek pêk hat, lê nûçeyên derbarê hejmara kuştî û birîndaran û kesên teqîn pêkanîne de ne wek hev in. + +Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandina YPGê li Efrînê, ";duh 6/2/2014 otombêleke ku ji ser rêya bajarê Helebê dihat Efrînê, li nêzîk xaleke kontrolê ya hêzên asayişê li gundê Xezawiyê yê ser bi bajarokê Şêrawa teqiya";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînê de 5 kesên di nav otombêlê de hatin kuştin û 2 endamên asayişê jî birîndar bûn. + +Her derbarê teqînê de, medyaya nêzîkî PYDê belav kiriye ku ";4 çekdarên xwekuj ên DAÎŞê dema ku dixwestin derbasî herêma Efrînê bibin, hatin aşkerekirin û xwe li nêzîk xaleke kontrola asayişê teqandin û her çar hatin kuştin";. + +Li gor nûçeya medyaya nêzîkî PYDê ";her çar kesan xwe wek malbateke koçber dane naskirin û dixwestin derbasî Efrînê bibin û li wir xwe biteqînin, lê li ser xala kontrola asayişê hatin aşkerekirin";. + +Xurmatû (Rûdaw)- Îro saet 10ê sibehê bi dema Hewlêrê otombêleke bomberêj li taxa Eskerî ya bajarokê Xurmatû yê girêdayê parêzgeha Selahedînê teqiya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn. + +Pizîşkê li nexweşxaneya Xurmatû Eyhan Mecîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Termê kuştiyan bo Bijîşka Dadê ya bajarê Kerkûkê hatine şandin û niha pêwsîtiya me bi xwîn û ambulansan heye ji bo wan birîndarên ku birîna wan giran e";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat îdîakirin ku 2 pîlotên li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê komkujî pêk anîbûn, ji ber ku derûniya wan xerab bûye dest ji kar berdan û îstîfa kirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, hat diyarkirin ku 2 pîlotên tevlî komkujiyê bûne derûniya wan xerab bûye. + +Dozgerê Leşkerî yê Fermandariyê meha borî derbarê lêpirsînê de biryara êdî neyê şopandin da. + +Hat zanîn ku 2 pîlotên tevlî komkujiyê bûne derûniya wan hatiye xerabkirin û ji ber wê ji karê xwe îstîfa kirin. + +Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Çend partî û rêxistinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê îro xwepêşandanekê li bajarê Qamişlo li dar bixin û dibêjin ku eger doza gelê Kurd li Sûriyê nekev roja kongreya Cenêvê ew dê îtîrafê bi wê kongreyê nekin. + +Di daxuyaniyekê de 5 partî û 2 rêxistinên ciwanan ên Kurd li Qamişlo bang li xelkê Qamişlo kirin ku îro saet 11.30 bi dema Qamişlo tevlî xwepêşandana ku dê li taxa Enteriyê derbikeve, bibin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin ";Em niha di qonaxa danasîna mafên gelê Kurd de ne û em ne di qonaxa paşxistina mafên Kurdan de ne";. + +Partî û rêxistinên ku banga xwepêşandanê kirine diyar kirin ku ";rejîm û opozîsyona Sûriyê derbarê doza gelê Kurd li Sûriyê de wek hev difikirin";. + +Partî û rêxistinên ku ew daxuyanî derxistine diyar kirin ku wan peyamana Lozan û Sykes Picot red kirine û ew dê Cenêv jî qebûl nekin eger doza Kurd wek gelekî li ser xaka xwe dijî û mafê wî yê diyarkirina çarenivîsa xwe hebe qebûl neke. + +Partiyên ku banga xwepêşandanê kirine ev in: + +Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) / baskê Ebdilhekîm Beşar + +Partiya Yekîtî ya Kurdistanê + +Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd + +Partiya Azadî ya Kurd / baskê Mistefa Oso + +Partiya Yekîtî ya Kurd + +Hevrêza Şêx Meişûq + +Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd + +Hewlêr (Rûdaw)- Tîpa orkestra ya Kurdistanê bi ";Panoramaya Hewlêrê"; beşdarî roja ragihandina Hewlêrê wek paytexta geştiyariyê dibe. + +";Panoramaya Hewlêrê"; ji awaz û parvekirina Çeto Newroz e, di vê derbarê de navhatî ji Rûdawê re got: ";Ez gelek kêfxweşim wek orkestra Kurdistanê beşdraî festivaleke wiha mezin bibin, ev yek bo me cihê şanaziyê ye ku em bikarin di rêya mozîk û stranan re xizmeta bajarê Hewlêrê bikin."; + +Çeto Newroz herwiha da zanîn ku dê 90 kes ji hunermend, mozîkvan û kors beşdarî pêşkêşkirina vê panoramayê bibin. + +Biryare di 15ê mehê di merasîmekê de bi fermî bajarê Hewlêrê wek paytexta geştiyariyê ya welatên ereb bê ragihandin. + +Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê zêdebûna nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirk, bandora herî mezin li ser kirîn ûfirotina xaniyan kiriye. Kesên feqîr nikarin xaniyan kirê bikin û bikirin. Ji ber vê yekê gelek xanî di destê emlakvanan de man. +Piştî operasyonên 17'ê kanûna 2013'an li Tirkiyeyê nirxê dolar li hemberî lîreyê tirk ji sedî 25 zêde bû. +Vê yekê borsaya Tirkiyeyê serobino kir. Zêdebûna nirxê dolar ne tenê li ser borsayê li ser hemû jiyanê bandor kir. Bandora herî zêde jî li ser xaniyan kir. Ji ber buhabûna xaniyan bazara emlakan rawestiya. + +Welatî nikarin xaniyan kirê bikin, bistînin û emlakvan jî nikarin pere qezenç bikin. +Emlakvanên Amedê ku ji bilindbûna dowîzê bi gazinc in, dixwazin rê li pêş aloziya aborî bê girtin. +Buhabûna xaniyan xelkê Amedê jî bêzar kir. Vê yekê bandorê herî zêde li kesên feqîr kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder derbarê vîdyoya Serokê PKKê Abdullah Ocalan de a ku duh belav bûye, diyar kir ku ew helweke ji bo bê îtîbarkirina Ocalan û li dijî pêvajoya aştiyê ye. + +Sirri Sureyya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Belavbûna wê vîdyoyê dikeve çarçoveya hewlên jinavbirina pêvajoya aştiyê û tevlîhevkirina mêjiyê dengderê Kurd";. + +Onder got ";Ew vîdyo ji aliyê hêzên veşartî yên di nava desthilatê de ku li dijî pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd in hatiye belavkirin";. Onder diyar kir ku eger ew kes ne di nav desthilatê de bin ew dê nikarin vîdyoyên wiha bi dest bixin. + +Roja pêncşemê 6/2/2014, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê Hesen Basirî Ozaby di kongreyeke rojnamevaniyê de li bajarê Stenbolê vîdyoyeke Ocalan belav kir ku berî 15 salan hatiye girtin dema ku general Hesen Etîla Ogur lêpirsîn ligel wî dikir. + +General Hesen Etîla di sala 2007an de û li ser xwesteka wî hat xanenişînkirin û niha di çarçoveya doza Ergenekonê de girtî ye. + +Derbarê sedema belavkirina wê vîdyoyê di vê dema niha de, Cîgirê Hevserokên HDPê got ";Hêzên veşartî ev vîdyo niha belav kirine da ku di dema hilbijartinan de mêjiyê dengderê Kurd tevlîhev bikin û bandoreke nerênî bixine ser rol û pêgiha Ocalan";. + +Onder ku biryar e roja şemiyê 8/2/2014 ligel şandeke BDPê û HDPê biçe Îmraliyê, got ";Bi ti awayekî ew vîdyo nabe mijara serdana me bo Îmraliyê";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev 5 meh in mamostayên dibistana kampa Dareşekran a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê mûçeya xwe wenegirtine. + +Mamostayên dibistana kampa Dareşekran ji ber ku mûçeya xwe wernegirtin ev 4 rojin ketine girevê û dibêjin ew dewam nakin û dersan nadin heta ku mûçeya xwe wernegirin. + +Rêveberê dibistana kampa Dareşekranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê di demeke nêzîk de pisgirêka mûçeyê bê çareserkirin û xwest ku mamosta vegerin ser kar û dewama xwe. + +Dareşekran (Rûdaw)- Di dema dawiyê de nerazîbûnek berfireh ji aliyê penaberêna Rojavayê Kurdistanê li Kampa Dareşekranê li hember rêxistinên nav dewletî yên ku li nav kampan de serpereştiya xizmetgozaryan dikin, derdikeve. + +Penaberên li Kampa Dareşekiran ji bo derbirîna nerzaîbûna xwe xwepêşandanek lidarxistin, xwepêşanderan gotin ku ew rêxistin îhaneya wan deike û ev vê yekê qebul nakin. + +Ji aliyê xwe rêveberên Kampê li gilyî û daxwazên penaberan mikor hatin û diyar kirin ku ew rêxistinên navdewletî tenê li gor xwe kar dikin. + +Herwiha rêveberên Kampê amaje aşkere kirin ku wan gelek caran pêşiniyarên xwe pêşkêşî wan rêxistinan kirine, lê wan rêxistinan ti bersiv nedan wan. + +Qamişlo (Rûdaw)- Girtiyekî ku berê di zindanên Şamê de girtîbû li ser rewşa girtîgehên rejîmê diaxive û agahiyên balkêş bi riya Rûdawê eşkere dike. + +Endamê desteya giştî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Xebat Simo ,ku du caran hatiye girtin li bajarê şamê ko zêdetirî şeş mehan di zindanên rejîmê de maye, diyar dike ko her girtîgehek ne weke ya dine,li gorî ku wî aşkere kir wî di girtîgehên ewlekariyê de liqê siyasî , liqê leşkerî û girtîgeha Edrayê de jiyankiriye + +Xebat Simo got: "Cara yekemîn em hatin girtin bi me gelekî zehmet bû megot hew ji vê girantir heye,lê dema ez hatim girtin ba Asayişa Leşkerî (Emin Eskerî) ,me bêriya girtîgeha yekemîn kir." + +Xebat dibêje ko rojê hejmareke ji girtiyan têne kuştin li liqê leşkerê yê ewlekariya rejîmê"Li beşê emin eskerî eşkenca wê zêde bû rojê ji 10 ta 20 kesî jiyana xwe ji dest dida çi Kurd çi Ereb cudahî li ba wan ne bû." + +Derbarê hejmara Kurdan di girtîgehên şamê de û li gorî dîtina xwe Simo wiha aşkere kir "Li beşê ewlkariya siyasî 70% ji girtiyan kurdin, li beşê ewlkariya eskerî ez tenê bûm" + +Simo dibîne ko ENKSê tu xebat nekirin ji bo berdana wî û dibîne ko ew endamê partiyekê ba wê helwesta ENKSê ne wiha ba. + +Xebat simo di 05.06.2013 ji aliyê hêzên ewlekariya siyasî yên rejîmê ve hatibû girtin. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û rêveberiyên xweseriya demokratîk ên ji aliyê PYDê û hevalbendên wê hatin ragihandin, xwepêşandanekê hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de tevî 200 xwepêşanderî Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Hevserokê BDPê Ergîn Dogrû, Endamê Navenda Giştî HDKê Huseyîn Tûnç, Serokê ESPa beşdarbûn. +Xwepêşander ji Kolana Hunerê heta nivîsîngeha BDPê ya li ser Papûra Cûmhûriyetê, ji bo piştevaniya Rojava û kantonên xweser birêveçûn. + +Li ber nivîsîngeha BDPê ya hilbijartinan Hevserokê BDPê Ergîn Dogrû axivî û got ku şerê xwînawî yê sê sal e li Rojava û Sûriyê diqewime, bi danezana kantonên xweser re deriyê qonaxeke nû vebû. + +Dogrû, di axaftina xwe de rêxistinên wekî Cebhet el Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) kir bi tundxwaziyê tawanbar kir û got ku kantonên xweser ên Rojava ji bo Rojhilata Navîn modêl û alternatîv e. + +Dogrû anî zimên ku modela xweseriyê ya li Rojava hatiye îlankirin, ji bo Tirkiyê jî dikare bibe mînakeke baş. Dogrû, got ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo bidesxistina azadiya xwe, rê û rêbaza rêveberiya xwe doz kiriye. Di vî warî de Dogrû wiha berdewam kir: "Modelên rêveberiyê yên welatên mêtinger dixwazin; êdî gelên me qebûl nakin. Lewma di Genevreya-2 de ji ber nebûna Kurdan, bi ser neket. Têkoşîna rewa û mafdar a li hemberî çete û paşverûyên wekî El Nûsra û DAÎŞê, ji bo gelên me ronahî û hêviyeke nû vejandiye." + +Dogrû di daxuyaniya xwe de got ku ew ji Dêrsîmê danezana kantonên li Rojava silav dikin. Dogrû got ku dê serê sibeha 31ê Adara bê jî li Dêrsîmê xweseriya demokratîk rabigihînin. + +Dogrû axaftina xwe wiha qedand: "Me her tim xweseriya Dêrsîmê jî parast. Me xweseriya Kurdistanê parast. Em dibêjin ku rizgariyê Tirkiyê jî di vê modelê de ye. Li aliyê din berxwedana Rojava ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê jî bûye çavkaniya hêviyeke nû." + +Piştî daxuyaniyê xwepêşanderan govend gerandin. + +Efrîn (Rûdaw)-Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku otombîla ku doh li nêzîk xaleke kontrolê wê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû teqîn, 6 kes dinava otombîlê de bûn ku regeznameya wan Misrî bû. + +duh 6/2/2014 otombêleke ku ji ser rêya bajarê Helebê dihat Efrînê, li nêzîk xaleke kontrolê ya hêzên asayişê li gundê Xezawiyê yê ser bi bajarokê Şêrawa teqiya. + +Berpirsekî asayişa PYDê li Efrînê ragihandiye ku her ";6 kesên ku di nava wê otombîlê de bûn jiyana xwe jidest dan, 5 kes ji wan helgirê regeznameya Misrî bûn û dixwestin derbasî Efrînê bibin ji bo encamdana karên terorî, lê dema ku ew gihan li ser xala pişkinînê xwe teqandin."; +wî berpirsî ji medyaya nêzîkî PYDê re ragihand ku 5 kes ji wan ên hatin kuştin endamên Cebhet el-Nusre bûn. + +Herwiha di wê teqînê de 2 endamên asayişê jî birîndar bûbûn. + +Her derbarê teqînê de, medyaya nêzîkî PYDê belav kiriye ku ";4 çekdarên xwekuj ên DAÎŞê dema ku dixwestin derbasî herêma Efrînê bibin, hatin aşkerekirin û xwe li nêzîk xaleke kontrola asayişê teqandin û her çar hatin kuştin";. + +Li gor nûçeya medyaya nêzîkî PYDê ";her çar kesan xwe wek malbateke koçber dane naskirin û dixwestin derbasî Efrînê bibin û li wir xwe biteqînin, lê li ser xala kontrola asayişê hatin aşkerekirin"; + +Kobanî (Rûdaw)- Bi qutkirina elektrîkê re ji ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxistina DAÎŞê ve, liv û tevgera çêkirina alavan û pêdiviyên milet di bazara karsaziyê de jî pir sistkiriye, û nebûna elektrîkê hêdî hêdî karsazan berve girtina bazarê û rawestandina kar de dajo û dibe. + +Karsaz Ebdilbarî Xelîl li ser vê arîşeyê ji Rûdawê re dibêje: ";Dema ku elektrîk li cem me hebû, milet ji derve dihate cem me, miletî beriyê miletî Munbicê, karsaziya me bihêz bû, ango ku perçeyek ji xerazeyan pêwist bû, li ti deran bi cih nedibû, tekez li Erqûbê (Heleb) an li Kobanî dihate dîtin, ana cerku kehrebe qutbûye, me zibûnên xerîb hemû wenda kirine, zibûnên me yên herêmê jî, ne em dikarin pereyan ji kesî bistînin û ne kar dibe, ango bala xwe bidin torno yên me, ew û tevahiya karsaziya me rawestiyaye";. + +Pêş ku herêma Kobanî were dorpêçkirin û kehrebe ji ser were qutkirin, bazara karsazan ji ber pirbûna kar ta derengiya şevê vekirê dima, û karsazên Kobanî bi çêkirina Xerazeyan ku ew alavên kolandina bîranin û Patosên çinînê navdar bûn. + +Ji aliyê xwe Karsaz Şahînê Minazê wiha dibêje: ";Em westiyane, hatina pereyan tuneye, em berê ta seet 12 êvarê li bazara karsaziya Kobanî dixibitîn, ana em çi dixebitin? Ana emê bigrin û herin mala xwe, ango em mesrefê xwe dernaxine";. + +Piştî qutbûna elektrîkê çare li pêş karsazan nînin, ji bilî bikaranîna motorên elektrîkê, û ji ber ku ji alav ûdezgehên karsazan re 3 xet kehrebe ya tirîvazê divên, ew motor nikarin dirêj di bin barê giran de bixebitin û pir xerab dibin û zû radiwestin. + +Amed (Rûdaw) - Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)'ê û bi piştgiriya Komele û saziyên sivîl ji bo bal bikşînin ser girtiyên nexweş ji qada Deriyê Çiyê heta Nexweşxaneya dewletê meş li dar xistin. + +Rêxistina BDP'ê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ji Qada Deriyê Çiyê heta Nexweşxaneya Dewletê meşek li darxistin. Namzedên Hevserokên Şaredariya BDP'ê ya Amedê Gûlten Kişanak û Firat Anli, TUHAD-DER, MEYA-DER, ÎHD, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Rêxistinên Navçeyên BDP'ê, Zûbeyde Zûmrût û Meral Daniş Beştaş bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. + +Di meşê de pankarta "Di girtîgehan de tabûtek din jî dernekeve" , "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin hilgirtin û silogan hatin avêtin. Seroka DÎYAR-TUHAD-DER'ê Derya Ûs, daxuyaniyek da û anî ziman ku heta niha ji bo girtiyên nexweş bi dehan caran ji Wezaratia Dadê û Serokkomar re daxwazname şandinê lê ti encam negirtinê û wiha got: "Me îro bîhîst ku girtiyê nexweş li vir anîne nexweşxaneyê ji ber vê yekê em heta nexweşxaneya dewletê meşiyan. Di serî de serokê me û hemû girtiyên divê azad bibin. Em carek din jî, ji Serokkomar û Serokwezîr re dibêjin ku bila girtiyên nexweş bên berdan." + +Piştre Namzedê Hevserokê Şaredariya BDP'ê ya Amedê Firat Anli dest bi axaftinê kir. Anlî di axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş ku rewşa wan her diçe xerabtir dibê û wiha got: "Niha Şemsettin Kargili, Adnan Yalçin, Halîl Gûneş û Ömer Fîlîz rewşa wan her roj giran dibe. Divê di zûtirîn dem de ew bên azad kirin. Her kes dizane ku em ji bo Şemsettin Kargili meşiyan pêşiya nexweşxaneyê lê îro serê sibê zû dîsa şandine girtîgehê. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo pêvajoya çereseriyê pêş bikeve divê destpêkê girtiyên nexweş bên berdan." + +Dêrsîm (Rûdaw)- Rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku namzedê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê şaredariya bajaroka Pêriyê bi belavkirina rijiyê guman xistiye ser hilbijartinan, ji ber vê yekê dê giliyê vê partiyê bikin. + +Dogrû bang li Serokê Giştî yê CHPê Kamal Kiliçdaroglû kir û got ";Kiliçdaroglû, li aliyekê qala durustiyê dike û AKPyiyan bi diziyê tawanbar dike; lê belê diyar e ku hîç li partiya xwe nanêre. Partiya ku namzedê wê bi bertîlan dikeve hilbijartinan, nikare qala durustiyê bike";. + +Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû duh li navenda rêxistina partiya xwe bi daxuyaniyekê aşkere kir ku dê giliyê namzedê CHPê yê şaredariya bajaroka Pêriyê ya ser bi navçeya Mazgêrdê bike. Dogrû ji bo piştrastkirina gotinên xwe têkildarê babetê dîmenên vîdyoyî bi rojnamevanan re parve kir. + +Dogrû anî ziman ku ji niha ve şik û guman ketiye ser hilbijartinên herêmî. + +Dogrû ‘alîkariya rijiyê’ ya namzedê CHPê yê Şaredariya Pêriyê Cemal Bûlût wekî ‘bertîl’ bi nav kir û wiha pê de çû: ";Em bi çavê pêşbirkeke demokratîk li hilbijartinan dinêrin, lê ji niha partiyên heyî bi rê û rêbaza naçe ber pêyên xelkê, bi bertîlan dixwazin gel û dengên wan bikirin. Dixwazin kelk ji hejariya gel bistînin. Xapandin û hewla kirîna vîna dengderan, tevger û reftareke ne rûmetdar e. Lê belê Dêrsîm dikare xwedî rûmet û vîna xwe derbikeve. Çawa ku AKPê nikaribû bi pereyan vîna dêrsimiyan bikirin, CHP jî dê nikaribe";. + +Dogrû got ku rewşa li Pêriyê bi pêş ketiye, li Tirkiyê paşketina asta siyasetê jî rave dike. Dogrû dolarên ku di operasyonên 17ê Kanûna 2013an de derketin holê û belavkirina rijiyê/komirê xist yek mêzînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Dolarên ku di operasyonên 17ê Kanûnê de derketin meydanê, li Dêrsîmê li bajaroka Pêriyê wekî rijî ji gel re tê pêşkêşkirin. Mantalîte, heman mantalîte ye. Hinek mîlyon dolaran diavêjin berîkê, li aliyê din hewl didin ku gel bi rijiyê bikirin";. + +Dogrû got ku ji niha ve guman ketiye ser hilbijartina û wiha berdewam kir: ";Di vî warî de em ê serî li hemû mafên xwe yên qanûnî bidin. Em ê gilînameyê bidin saziyên pêwendîdar."; + +Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû got ku ji mêj ve ye gotegot dihatin guhên me ku namzedê CHPê yê Pêriyê Cemal Bûlût li navenda bajarokê û li gundên wê pere û rijiyê belav dike. Dogrû, di vî warî de wiha pê de çû: ";Lê di vî warî de tiştek şênber li ber destê me tune bû; ta ku dîmen li çapemeniyê hat belavkirin ku namzedê CHPê Cemal Bûlût rijiyê belav dike."; + +Dogrû, bang li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû jî kir ku bila CHP namzedê xwe yê vê bajarokê vekişîne. Dogrû, der heqê vê yekê de got: ";Kiliçdaroglû, li aliyekê qala durustiyê dike û AKPyiyan bi diziyê tawanbar dike; lê belê diyar e ku hîç li partiya xwe nanêre. Partiya ku namzedê wê bi bertîlan dikeve hilbijartinan, nikare qala durustiyê bike. Ez li vir bang li Kiliçdaroglû dikim, ger bi rastî jidil durust in, divê berê her tiştî siyaseta pak, di partiya xwe de bide destpêkirin. Bila Kiliçdaroglû demildest namzedê xwe yê Pêriyê ji namzediyê vekişîne."; + +Rêveberiya BDPê dîmenên di vî warî de pêşkêşî rojnamevanan jî kir. + +Dogrû piştî temaşkirina dîmenan got, ";Çawa ku CHP bi başî ji AKPê fêrî siyasetê nebûye, bi heman awayî, ji AKPê bi başî fêrî bertîldayîn û bertîlxwarinê jî nebûye. Ji dîmenan qirêjbûna siyasetê derketiye meydanê."; + +Dogrû, got ku di nav kesên rijiyê bi Cemal Bûlût re belav dike de cerdevan jî hene. + +Efrîn (Rûdaw)- Navenda YASA ya lêkolîn û rawêjkariyên yasayî 2 workşop li Efrînê li dar xistin. + +Workşopek li ser kargêrî û mafên mirovan bû ku tê de gelek endazyar , endamên asayîşa PYDê û dadwer beşdar bûn. Ev workşop ji bo ku bingeheke yasayî ji rêvebirinê re bê avakirin û çawa mafên mirovan bên parastin hat lidarxistin. + +Kesên beşdar diyar kirin ku ev workşop ji wan re gelek girîng in bi taybet di warê kargêriyê de. + +Workşopa duyem li ser ragihandinê bû ku tê de 11 kes ji rojnamevan û sernivîserên rojnameyan beşdar bûn. Beşdar fêrî şêweyên nivîsandina raportan, danûstandin û hevdîtinan bûn. + + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Encûmena Şaredariya Dêrsimê biryar da ku navên Seyîd Riza û hevalên wî li navenda Dêrsîmê li cade û kolanan bikin. + +Encûmena Şaredariya Dêrsimê biryar girt ku navên Seyîd Riza û 7 Hevalên Seyîd Riza yên di serhildana Dêrsîmê ya sala 1937an de hatin bidarvekirin, li navenda Dêrsîmê li cade û kolanan bikin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn got ";Em dê xebatên xwe yên xwedîderketina li nirxên xwe yên dîrokî ji bo avakirina hafizeya civakî bidomînin";. + +Edîbe Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza gel a di vê mijarê de heye û wiha dewam kir: ";Bîrdariya Seyîd Riza ji bo avakirina hafizeya dîrokî gava yekemîn bû. Ev proje dewam dike";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro bombeyek li ber mala endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilkerîm Omer li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encam de kesek bi giranî birîndar bû. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku teqîn îro sibehê saet 8.40 bi dema Qamişlo, li ber mala endamê desteya rêveber a TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer li çerxerêya Mesarif li taxa Kornîş pêk hat. + +Teqîn di rêya bombeyekê re pêk hat ku nêzîkî 7 mitiran dûrî mala Omer hatibû danîn. Ew bombe di dema ku Omer û hevjîna xwe ji malê derdiketin teqiya, lê ew birîndar nebûn û bi tenê ziyan gihişte otombêla wan. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di dema teqînê de otombêlek ji curê Scoda di ber mala Omer re derbas dibû û şofêrê wê bi giranî birîndar bû. Ew niha li nexweşaneyeke bajarê Qamişlo tê dermankirin. + +Di 30ê tîrmeha 2013an û li heman taxa Kornîş a Qamişlo endamê desteya rêvevber a TEV-DEMê Îsa Hiso di encama teqîna bombeyeke ku di nav otombêla wî de hatibû danîn jiyana xwe ji dest da. + +Piştî mirina Îsa Hiso, Ebdilkerîm Omer li şûna Hiso wek endamê rêveberiya têkiliyên dîplomasî ya TEV-DEMê hat diyarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro şemiyê 8/2/2014 li her sê bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê li dijî derengketina avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê derketin. + +Nêzîkî 4 mehan di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne, lê heta niha partiyên ku di hilbijartinê de serkeftine nikarîne hikûmeta nû ava bikin. + +Çalakiyên îro ku li ser banga 17 rêxistinên civaka sivîl in, li bajarê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê li ber avahiya ofîsa Parlamentoya Kurdistanê hatin lidarxistin. + +Roja 21/9/2013 hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatin kirin. + +Di wê hilbijartinê de 5 partî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê aliyên sereke yên serkeftî bûn. + +Heta niha 3 gerên danûstandinan di navbera şanda PKDê wek partiya ku hejmara herî mezin ya kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye û her çar partiyên din hatine kirin, lê hîn ne gihiştine rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Stenbol (Rûdaw)- Wekîlên koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervin Buldan û Îdris Baluken û Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne ber bi Îmraliyê ve ketin rê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, şanda BDP û HDPê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne îri sibehê ber bi Îmraliyê ve ketin rê. + +Şadna BDP ev 15emîn car e diçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk tîne. + +Şand herî dawî roja 11/1/2014 çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. + +Serdna şanda BDP û HDPê di demekê de ku di çend rojên borî de dîmenên vîdyoyî yên Serokê PKKê Abdullah Ocalan di medyaya tirkî de belav bûne. + +Derbarê vê mijarê de, Sirri Sureyya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Bi ti awayekî ew vîdyo nabe mijara serdana me bo Îmraliyê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji 11 parlamenterên Tevgera Gorran li Qendîlê bi Hevserokê desteya rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik û endama rêveberiya KCKê Befrîn Serhed re hevdîtin pêk anîn. + +Li gor medyaya nêzîkî PKKê, di hevdîtinê de guhertinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rû didin û gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin. + +Bayik di hevdîtinê de got ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Tevgera Gorran re silavên taybet şandiye. + +Di vê hevdîtinê de Cemîl Bayik behsa têkîliyên di navbera hêzên Başûr Kurdistanê bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir. + +Bayik derbarê vê mijarê de got ";Li Başûrê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hene ku kes nikare wan înkar bike. Em li dijî ti hêz û tevgerekî nînin. Rexne kirin mijareke cêwaze ku divê şaş neyê fêm kirin. Ger em rexne li hêzekî li Başûr dikin, nayê wê wateyê ku em li dijî wanin. Em li dijî yek reng û yek partî ne ji ber ku rêbazekî faşîzm û netew-dewlet e. Em amade ne ku bi her kesî re rûnên ji ber ku em ji xwe bawerin";. + +Bayik herwiha got ";Me heta niha ti destek ji ti hêzekî wernegirtiye, em alîkarî ji kesî naxwazin bes bila tenê dijberiya me nekin";. + +Cemîl Bayik di berdewama axiftinên xwe de aşkere kir ku avabûna Tevgera Gorran li Başûrê Kurdistanê, gelek guhertin di qada siyasî de bi xwe re aniye û got ";Em vê yekê baş dinirxînin";. + +Berdevkê desteya Tevgera Gorran Şêrko Qadir di hevdîtinê de got ";Emê danûstandin û têkîliyên xwe bi KCKê re xurtir bikin û emê hevdîtinên bi vî rengî berdewam bikin";. + +Dihok (Rûdaw)- Her roj nêzîkî 200 koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku hatine Başûrê Kurdistanê vedgerin Rojavayê Kurdistanê. + +Ew koçber di rêya deriyê Pêşabûr ago Sêmalka re vedigerine Rojavayê Kurdistanê. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî dibêje ku derî bi tenê ji bo haletên mirovahî vekiriye, lê belê koçberên ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê ew kengî bixwazin dikarin vegerin û kelûpelên nav male jî ligel xwe bibin. + +Hejmara koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 250 hezar koçber e. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Parlamentoya Iraqê Soran Omer, ragihand ku girtiyekî jê re name şandiye û gotiye, salên 2005-2006an li zîndana Asayişa Giştî ya Hewlêrê ";li ber çavên wî"; destdirêjî li hevjîna wî kirine. Lê rêveberê asayişê dibêje, ev îdiayekî derew e û tohmetkarî ye. + +Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Soran Omer, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, 3 girtiyên zîndana Mehete ya Hewlêrê ji wî re name nivîsandine û bi awayekî dûrûdirêj behsa îşkencekirina xwe kirine her wiha gotine, li ber çavên wan hevjîna girtiyekî anîne û destdirêjî lê kirine da ku neçar bimîne sûcê xwe qebûl bike û li xwe mukir were. + +Derheqê vê mijarê de rêveberê asayişa giştî ya Hewlêrê Tariq Nûrî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ew tişta ku ew dibêje sala 2005an bûye, niha sala 2014an e û me heta niha tiştekî wisa ne bihîstiye û ne jî qewimiye."; + +Tariq Nûrî, bi tundî ew îdiaya Soran Omer derewand û wiha axivî: ";Tiştekî wisa çawa li Asayişê çêdibe. Eger ew rast dibêje û endamê parlamentoyê ye bila wan navan bîne bide asayişê û bêje ev arîşe heye û lêkolînê li ser bikin û encama wê ji min re bînin, nek li ragihandinê behs bike, ev jî nîşan dide ku hedefa wî tenê xirakirina navê Asayişê ye û tiştek din nîne."; + +Soran Omer wiha diyar kiriye ku yek ji wan girtiyan behsa wê kiriye ku bo wergirtina îfade li ber çavên xwe destdirêjî li hevjîna wî hatiye kirin, helbet ew behsa carekî dikin lê her dem di bin tehdîdên wisa de bûne. + +Hersal rêxistinên mafên mirov ên mîna Amnesty International û Human Rights Watch di rapotên xwe yên salane de rewşa zîndanên Kurdistanê rexne dikin û dibêjin, di zîndanên Kurdistanê de mafên mirov tên binpêkirin her wiha îşkence jî heye lê heta niha behsa destdirêjiya li ser hevjînên girtiyan nehatiye kirin. + +Ew parlamenterê kurd ku endamê Komela Îslamî ya Kurdistanê ye, rijd e li ser gotinên xwe û dibêje, ez bawer im ev binpêkirinên wiha li zîndanên Herêma Kurdistanê de hebûne û hêdî hêdî derdikevin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî bajarê Çaldiranê yê Rojhilatê Kurdistanê, berazan êrişî gundiyan kir û di bûyerê de 2 gundî birîndar bûn. + +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, roja 6ê vê mehê li gundê Axçelûyê yê Çaldiranê keriyek berazên ku bo çêrê û avê daketibûn deştê, êrişî komek gundî kirin. + +Li gorî nûçeyê, di bûyerê de 2 gundî bi giranî birîndar bûn. + +Hat zanîn, gundiyên birîndar rakirine nexweşxaneya Tipê ya Ormiyê û neştergeriya pêwîst ji wan re hatiye kirin û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe. + +Pawe (Rûdaw)- Nakokiyên encûmenên parêzgehên Rojhilata Kurdistanê bidawî nayên, nakokiya vê care jî li encûmena bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê derketiye holê. + +Diyarkirina serdokê şaerdariyê bûyê sedema derketina nakokiyên di nava endamên encûmena bajarê Pawe de, ku ev nêzîkî 7 mehan e encûmenê nikariye kesekê bo posta serokê şaredariyê diyar bike. + +Endamê encûmena bajarê Pawe,Heyder Îslamîniya, hokara vê yekê vedgerîne karnezanî û bêşêwiriya endamên encûmena bajêr ku ew bixwe nikarin biryar bidin. + +Encûmena bajarê Pawe ji 7 kesan pêk tê, 3ê kesên kêmîne tometên mezin dixin stûyê her 4 endamên din ên encûmenê, di vê derbarê de Îslamîniya ku yek ji 3ê kesên nerzaî ye dibêje: ";Kesên ji derveyî encûmenê dest dixin nava karên wê. + +Ew kes berjewendiyên xwe diparêzin û pişta wan jî qayime."; + +Ji aliyê xwe ve, serokê encûmenê ev yek red kir û got: ";Ti seriyên cuda di encûmenê de nîne, her endamek rola wî di biriyardanê de heye, lê cudahiya nêrînan di nava encûmenê de heye."; + +Bajarê Pawe 124 kîlometran dûrî Kirmaşanê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, piraniya xelkê bajêr kurdên hewramî ne û hinek jî kurdên caf in. li gorî serjimêriya sala 2012an a Îranê, nifûsa Pawe 57813 kes e. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro danê êvarî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, piştî serdaneke dirêj bo Ewropayê + +Serokê Herêma Kurdistanê roja 15ê meha borî, ligel şanedkê, ber bi Ewropayê ve çûbû, bo mebesta encamdana çend hevdîtinan ligel serok û berpirsên welatên Ewropayê, herwiha bo beşdarîkirin di korbenda Davos ya aboriya cîhanê + +Di çarçoveya geşta xwe bo Ewropayê de Mesûd Barzanî li paytexta Elmaniyayê Berlînê li rewşa tendirûstiya Serokomar Îraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî pirsî, ku ev zêdyî yek salê ye ji ber krîza mêjî li wî welatî tê dermankirin + +Herwiha biryarbû di vê getşê de Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî serdana Amerîka kiriba, lê wek nerzaîbûnekê li ser dernekirina navê Partiya Dmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji lîsteya reş ya Amerîka, Serokê Herêma Kurdistanê ew serdan hilweşand, û îro gihîşte Herêma Kurdistanê + +Barzanî piştî ku serdana xwe bo Ameîrka hilweşand, nameyeke tund arastey Serokê Amerîka Barak Obama kir ku tê de gotibû: Bila ez şermezarê Amerîka bim lê ne şermezarê miletê xwe bim + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Lezbiyen, Gêy, Bîseksuel, Înterseksuel (LGBTÎ) ên Kurd di bin navê ‘Dêrsîm Roştiya Asmê’ (Dêrsim Ronahiya Heyvê) de xwe bi rêk dixin û di demên bê de jî komeleya xwe ava dikin. + +Berdevkê LGBTÎyên Dêrsîmê Husrev Orgûn got ku ji ber ew hem Kurd hem jî Elewî ne, zêdetir rastî tundûtûjiya pergalê tên. +LGBTÎyiyan îro li avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevkê LGBTÎyiyan Husrev Orgûn daxuyand ku wan di bin navê Dêrsîm Roştiya Asmê de tevgerekê pêk anîne û dê di rojên bê de jî bi heman navî komeleyekê ava bikin. +Berdevkê LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê, Husrev Orgûn, di destpêka daxuyaniya xwe de ragihand ku li Dêrsîmê Lezbiyen, Gey, Bîseksuel, Transeksuel, Întersek hene. Orgûn wiha berdewam kir: ";Li ser vê axê em jî dijîn. Êdî hîn bibin, em li vir in û em naçin ti derê!"; +Orgûn got ku bi du kesan tevgera xwe saz kirine û niha gihêştine 8 kesan. Orgûn, diyar kir heta niha li Dêrsîmê rastî ti bertekek nehatine û wiha pê de çû: ";Em heta niha rastî ti bertekek nehatine û li vir li dijî LGBTÎyiyan ti êrîşeke nehezî û nifrînê pêk nehatiye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku fobî, nefret û nifrîna dêrsimiyan li hemberî LGBTÎyiyan tune."; +Orgûn, têkildarê navê rêxistinbûyînê jî got: ";Ji bo xatirê hevzayend û transeksuelên di tarîtiya şevê de di bin ronahiya heyvê de tên kuştin, biroj di girtîgeha malê de şevan di girtîgeha şevê de ne, me navê Roştiya Asmê li xwe kir. Di Kirmanckî/Zazakî de ev tê wateya ‘Ronahiya Heyvê’."; +Orgûn derbirî ku ew dixwazin li ser axa xwe bijîn û hebûna xwe bidomînin. Di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Bi taybetî ji herêma Kurdistanê ber bi bajarên Tirkiyê tên koçberkirin; lewma em têdikoşin û dibêjin ku LGBTÎyî li ser axa xwe peyda bûne, dixwazin li ser vê axê hebûna xwe berdewam bikin û dê li ser vê axê hebûna xwe bidomînin."; +Orgûn derbirî ku ew wekî LGBTÎyiyên Kurd û Elewî zêdetir tûşî zext û tundiyê dibin û wiha pê de çû: ";Li Dêrsîmê LGBTÎyî ji ber hem Kurd hem jî Elewî ne, bi berdewamî rastî tundûjiya pergalê tên. Tevgera LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê azadiya netewî, çînî, çandî û dînî diparêze; herwiha kêşeyên di vî warî de wekî kêşeyên xwe dibîne û ji bo çareseriya van kêşeyan jî têdikoşin. Li ser vê qada têkoşînê, hemû antîfaşîst mil bi mil li dijî vê pergalê dê têbikoşin."; +Orgûn, got ku ew wekî Dêrsîm Roştiya Asmê dij-otorîter û li dijî hiyerarşiyê ye. Herwiha Orgûn tevgera xwe wekî yeksanparêz, antîfaşîst, azadîxwazên azadiya zayendî, hawîrdorparêz bi nav kir. +Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê Husrev Orgûn got ku bi azadiya jinan re mêr, bi azadiya LGBTÎyan re jî heteroseksuel azad dibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê ragihand ku hemû haciyên Herêma Kurdistanêyên li Erebistana Siûdiyê silametin û ti ziyan negihîştiye wan. + +Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşebendî ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, ";Em malbatên haciyên Herêma Kurdistanê piştrsat dikin ku şewata ku li yek ji hotêlên bajarê Medîne li Erebistana Siûdiyê çêbûyî, ti ziyanek negihîşt haciyên Kurdistanê."; + +Merîwan Neqşebednî herwiha got: ";Hemû haciyên Herêma Kurdistajnê li Siûdiyê silametin û bi awayekî asayî mijûlê îbadeta xwe ne."; + +Berî çend demjimêrekê agir girte hotêla ";Işraq el-Medîne"; li bajarê Medîne li Siûdiyê û di encamê de 15 haciyan jiyana xwe ji dest dan û 90ê din jî birîndar ketin. + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li ser vexwndina hejmareke ji rêxistinên ciwanan û partiyên siyasî, xwepeşandanek li bajarê Qamişlo derke. Xwepêşanderan helwesta opozîsyona Sûriyê derbarê mafên gelê Kurd de şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo şanda kurdî di kongreya Cenêv2 de anîn ziman. + +Xwepêşanda roja înê 7/2/2014 li ber mizgefta Selman el-Farsî li taxa Enteriyê destpêkir û tê de sliogan û druşmên ku daxwaz dikirin mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de bêne cihkirin, hatin avêtin. + +Lê belê, piraniya silogan û pankartên xwepêşandanê li dijî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bûn û ti pankartên li dijî rejîma Sûriyê nehatin hildan. + + + +Colemêrg (Rûdaw)- Xebatên ji bo dîtina cenazeyên her çar Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mabûn berdewam in. Di encama lêgerînê de heta niha cenazeyên du kesan hatine dîtin. + +Roja 31/1/2014 hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Faxır Ahmet, Xebat Îsmaîl, Şakir Salih û Adem Mistefa xwestibûn ku serdana merivên xwe li gundê Gelêşim ê navçeya Şemzînan li parêzgeha Colemêrgê bikin, lê ji ber barîna berfa zêde li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê her çar kes di bin berfê de man. + +Di encama lêgerîna 8 rojan de cenazeyê kesên bi navê xebat Îsmaîl û Faxir Ahmet hatibn dîtin û xebatên lêgerînê ji bo dîtina cenazeyên her du kesên din jî didomin. + + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê bi boneya nêzîkbûna salvegera girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan, li navenda partiyê ya bajêr li hev civiyan. + +Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû bal kişand ser dîmenên Ocalan ên berî 15 salan li girava Îmraliyê hatine girtin ku van rojan ji aliyê Partiya Karkeran (İP) ve tên belavkirin û ev dîmen wek ";hewleke bêencam û beredayî"; bi nav kir. + +Li navenda BDPa Dêrsîmê derheqê Ocalan de sînevîzyoneke dirêj hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê; têkildarê mijarê Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Namzedê BDPê yê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û BDPyî axifîn. + +Ergîn Dogrû di axaftina xwe de bal kişand ser dîmenên Ocalan û ev dîmen wek ";hewleke bêencam û beredayî"; bi nav kir. + +Dogrû di vî warî de wiha axifî: ";Hewla bêrêzkirina Ocalan serî nagire û bêencam dimîne. Gel serokê xwe Ocalan baş nas dike û xwedî lê derdikeve. Em dizanin ev karên kontrayî dikeve xizmeta kîjan aliyan. Çiqas êrîş bikin, ew çend evîn û girêdana me ya bi Ocalan re zêdetir dibe";. + +Dogrû herwiha got ku bi girtina Ocalan re ‘armanc fetisandina azadiya gelekî bûye’ û wiha pê de çû: ";Bi girtinê re xwestine peyama ku ‘dest ji Ocalan berbidin em ê şansekî bidin’ dane Kurdan. Lê belê em vî şansê mêtingeran ji sozên wan ên bo Tevgera Şêx Saîd, ji Berxwedana Dêrsîmê 1937-1938an û ji sozên wan ên bo Komara Kurdistanê ya paytexta wê Mahabad bû ve dizanin. Êdî em Kurd ên rêxistinbûyî bi van lîstokan nayên xapandin";. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn jî vehsa girtina Ocalan kir û got ku ji bo Kurd doza nasname, maf û zimanê xwe nekin mêtingeran her dem rêberên Kurdan kirine armanc. + +Şahîn wiha axifî: ";Divê em wek gelê Kurd, em wek jinên Kurd pir bi başî komployê/pîlangeriyê têbigihên. Baweriyên me, rengên me, zimanê me, nasnameya me hatin înkarkirin. Tam mêtingeran got ku ‘Me Kurd tune kir’, tevgera azadiyê derket";. + +Şahîn diyar kir ku her gelekî bindest bi pêşengtiyeke rast dikare bigihêje rizgarî û azadiya xwe û got ";Li ser du pêyên bingehîn, jin û gêncan, avakirina tevgerê pêşengtiya rast destnîşan dike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi nêzîkbûna dema gera duyem a danûstndinên Cenêvê ku biryar e sibê 10/2/2014 bi beşdariya her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê û bi serpereştiya Şandeyê Navneteweyî û Erebî Exzer Îbrahîmî destpêbike, hem amadekarî û hem jî şerê devokî di navbera rejîm û opozîsyonê de berdewam in. + +Di dema serdana xwe ya Misrê de û piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Misrê Nebîl Fehmî, Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba got ";Rejîma Sûriyê derwîn e û şanda wê ne cihê bawerî û rastgoyiyê ye";. El-Cerba di daxuyaniyeke ne çaverêkirî de got ";Bila Cîgirê Serokê Sûriyê Farûq el-Şeraa serokatiya şanda rejîmê bike, ji ber ew cihê baweriya opozisyonê ye";. + +Ji aliyê xwe ve Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê û endamê şanda danûstandinan a rejîmê li Cenêvê Omran el-Zuhbî got ";Şanda opozîsyonê li Cenêvê nûnertiya hevpeymaniya opozîsyonê bi xwe jî nake, lê tevî wiha em berê xwe didin Cenêvê da ku kar bikin ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ku encamên rasteqîn û cihê razîbûna hemû aliyan bi dest bixin";. + +Li aliyê din hevpeymaniya opozîsyonê hewl dide şanda opozîsyona li Cenêvê berferhtir bike, bi awayekî ku aliyên din ên opozîsyonê di nav de cî bigirin. + +Bi vê armancê, berpirsê giştî yê Desteya Hemahengiya Niştimanî Hesen Ebdilezîm û serokê Hevpeymniyê Opozîsyonê Ehmed el-Cerba duh li Qahîreyê civiyan. + +Derbarê civînê de endamê komîteya cîbicîkar û serokê ofîsa ragihandina Desteya Hemahengiyê Munzir Xedam ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku her du aliyan li ser belgeyeke siyasî û dubare diyarkirina endamên şanda opzîsyonê li hev kirine. Lê Xedam guman bire ser pabendiya hevpeymaniyê opozîsyonê bi vê lihevkirinê û got ";Hevpeymanî red dike ku her yek ji hevserokê PYDê Salih Mislim û serkirdeyê Hemahengiyê li Derve Heysem Menaa tevlî şanda opozisyonê bibin";. + +Li ser asta beşdarbûna aliyê Kurd di danûstandinên Cenêvê de piştî dawîhatina gera yekem, endamê Kurd ê di nava şanda opozîsyonê de Îbrahîm Biro ji Rûdawê re aşkere kir ku dema şanda opozîsyonê nêrîna xwe ya siyasî pêşkêşî serpereştyarên danûstandinan Exzer Îbrahîmî kiribû, nêrîn û helwesta nûnerên Kurd li ber çavan nehatibû girtin, lewra, ew neçar bû ku li pêş her du şandan nerazîbûna xwe ji Îbrahîmî re rabigihîne û tekez bike ku ew nêrîn nûnertiya şanda Kurd nake. + +Derbarê amadekariyên şanda Kurd ji bo xola duyem de, endamê şandeya Kamîran Hac Ebdo ji Rûdawê re tekez kir ku ti guhertin di şanda Kurd de rû nedaye û aşkere kir ku şanda wan dê nêrîna siyasî ya taybet bi Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser maseya danûstandinan pêşkêş bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hewla kuştina endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilkerîm Omer şermezar kir. + +Duh peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku bombeyek li ber mala endamê komîteya têkiliyên dîpolmasî ya TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo teqiya û di encam de hemwelatiyek ku bi otombêla xwe di cihê teqînê re derbas dibû jiyana xwe ji dest da. + +Tevî ku medyaya PYDê di şopandina nûçeyê de behsa hewla kuştina Ebdilkerîm Omer nekirin û bi tenê gotin ku hemwelatiyek di teqînê de hatiye kuştin, lê PYDê bi derxistina daxuyaniyekê hewla kuştina Omer piştrast kir. + +PYDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku roja şemiyê 8/2/2014 endamê komîteya têkiliyên derve ya TEV-DEMê Ebdilkerîm rastî hewleke kuştin hat di rêya teqandina bombeyekê re û di encam de hemwelatiyek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew hewla kuştinê li dijî îradeye gelê Rojavayê Kurdistanê bû. + +PYDê tevî şermezarkirina wê hewldanê, got ku ew dê li ser aktîvkirina xweseriya demokratîk a ku li Rojavyaê Kurdistanê ava kiriye, berdewam bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bang li ciwanan dike ku tevlî rêzên wê bibin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, asayişa PYDê daxuyaniyek li nav bajarê Amûdê belav kiriye û tê de bang li ciwanan dike ku tevlî rêzên wê bibin. + +Di daxuyaniyê de çend merc ji bo ciwanên ku bixwazin tevlî asayişa PYDê bibin hatine diyarkirin. + +Li gor wan mercan , kesê bixwaze tevlî asayişê bibe divê temenê wî ne kêmî 25 salan û ne zêdetirî 40 salan be. Herwiha divê bi kêmanî bawernameya kefaa ango pola 9 pê re hebe û rewşa tenduristiya wî baş be. + +Mercê din ê ku asayişa PYDê diyar kiriye ewe ku pêwîste kesê bixwaze tevlî bibe kes ji endamên malbata wî di nav hêzên asayişê de nebe. + +PYDê di naverasta sala 2012an de û piştî ku hêzên rejîma Sûriyê ji piraniya navçeyên Kurdan li Sûriyê vekişiyan, hêzên asayişê ji xwe re ava kirin. + +Ev cara yekê ye ku asayişa PYDê bang li ciwnan dike tevlî rêzên wê bibe bi taybet li bajarê Amûdê yê ku di hezîrana sala 2013an de 6 nişteciyên wê bi guleyên hêzên wê asayişê û YPGê hatin kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye ragihand ku derî li ber ciwanên Rojavayê Kurdistanê vekiriye ji ku tevlî rêzên wê bibin. + +Wezîrê Bergiriyê yê kantona Cezîrê Ebdilkerîm Sarûxan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Derî li ber ciwanên Rojavayê Kurdistanê li kantona Ceîzre vekiriye ji bo ku tevlî hêzên asayiş û YPGê bibin";. + +Asayiş û YPGê ku her du girêdayî PYDê ne, berî ku xweseriya demokratîk di dawiya meha borî de li Rojavayê Kurdistanê vê bê ragihandin, hertim xwe bi ser Desteya Bilind a Kurd ve dihesibandin, lê belê piştî avakirina xweseriyê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve, asayiş û YPDê bi awayekî fermî ragihand ku ew dê ji niha û pê de bi fermanên hikûmetên kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê de kar bikin. + +Ebdilkerîm Sarûxan diyar kir ku hin merc ji bo tevlîbûna ciwanan di nav rêzên YPGê û asayişê de hene wek divê temenê wan ne di bin 18 salan re be û herwiha divê xelkê navçeyên di bin desthilata kantonê de be. + +Tevî ku hêzên rejîma Sûriyê di naverasta sala 2012an de ji piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiya ne, lê heta niha bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê û herwiha bajarê Hesekê ku navenda parêzgeha Hesekê ye di bin kontrola hêzên rejîmê de ne. + +Li navçeyên ku PYDê kontrol dike, heta niha hemû xizmetguzarî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve têne pêşkêşkirin û herwiha hemû fermanber û mamosta jî hîn mûçeya xwe ya mehane ji hikûmeta Sûriyê werdigirin. + +Bi gotina Wezîrê Bergiriyê yê kantona Cezîre, ";tevlîbûna di nav asayiş û YPGê de xwebexşe û ne kotek e û ti dem û salên diyarkirî ji xizmeta wî kesê xwebexş re nîne, heta ew bi xwe bêje êdî ez hew dikare xizmetê bike. + +Ev cara yekê ye ku YPGê û asayişa PYDê bi awayekî fermî banga li ciwanan dike ku tevlî rêzên wê bibin û li gor axaftina Saroxan, deriyê tevlîbûnê li ber her kesî vekiriye û ne taybet e bi partî yan pêkhate û oleke diyarkirî. + +Asayiş û ewlekariya Rojavayê Kurdistanê yek ji wan xalên sereke bû ku bû sedema hilweşandina Desteya Bilind a Kurdî ku di tîrmeha sala 2012an de navbera PYDê û ENKSê hat avakirin. + +PYDê dibêje ku hêzên YPGê û asayişê ji berê de hene û ew hêz ne girêdayî ti partiyekê ne û yê bixwaze dikare tevlî wan bibe, lê ENKSê dibêljeYPGê û asayiş bi biryara PYDê tev digerin û ew ti carî ew hêz bi vî awayî nabin hêzên rewa yên Rojavayê Kurdistanê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandibû dê sibê bigihîje destê wê. Lê endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder ragihand, nameya Ocalan dê roja sêşemê (dusibê) bigihînin destê Barzanî. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, nameya Ocalan di sibê (10.02.2014) ji aliyê parlamentera Amedê Leyla Zana ve bigihîje destê Barzanî. + +Li ser naveroka nameyê jî Fuad Husên wiha got: ";Em nizanin naveroka namê çiye, em li bendê ne heta gihîşt";. + +Ji aliyekî din, endamê şanda Îmraliyê û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder, ji Rûdawê re ragihand, ew û Leyla Zana dê roja sêşemê (11.02.2014) serdana Herêma Kurdistanê bikin û nameya Ocalan pêşkêşî Barzanî bikin. + +Onder anî ziman, eger Barzanî bixwaze bersiva nameya Ocalan bide dê bersivê jê bistînin û vegerin. + +Wî endamê şanda Îmraliyê her wiha da zanîn, Barzanî ji ber nameya Ocalan a li ser Kongreya Netewî ya Kurd peyamek nezaketê şandibû û wan ew peyama Barzanî gihandibûn Ocalan. + +Di hevdîtina meha borî ya Ocalan digel Sirri Sureya Onder û Leyla Zana, Ocalan nameyek ji Barzanî re nivîsandibû. + +Li gorî agahiyan, naveroka namê bi giştî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd e. + +Amed (Rûdaw) – Parlamentera BDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan, diyar kir ku dê li dijî wan polîsên ku par bi hêceta ku ";belgeyên lihevhatina Ocalan û MÎTê li Osloyê"; li ba BDPê ne, bi ser avahiya BDPê de girtibûn dozê vebike. + Hêzên polîs di 13'ê Çileya 2012'an de di bin navê doza KCKê de bi ser avahiya BDP'ê ya Amedê de girtin û îdîa kirin ku 5 protokolên di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û MÎTê de yên bi navê "Lihevkirina Dawî ya Oslo X -1.18.", "Yasaya Protokolê 21", "Pêşnûmeya Lihevkirina Oslo X 17", "Yasaya Protokolê 20" û "Protokola Çaseseriya Demokratik" bi dest xistine. + +Hat diyarkirin ku di naveroka protokolan de daxistina benda hilbijartinê, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, lêborîna giştî û Ocalan" cih digirtin. Piştî 2 sal bi ser re derbas bûn hat ragihandin ku ev belge li avahiya BDP'ê ya Amedê nehatine dîtin. + +Rojnameya Sabahê nûçeyek bi navnîşana "Daxwazên Osloyê ji ajandaya biyanî" belav kir. + +Piştî ku nûçeyên bi naveroka "Belge li avahiya BDP'ê ya Amedê hatine dîtin" hatin weşandin, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, daxuyanî da DÎHAyê û diyar kir ku ew dê mijarê bibin rojeva Parlamentoya Tirkiyê. + Parlamentera BDP'ê ya Amedê diyar kir ku ew dê bi rêya Komîsyona Hiqûqê ya Parlamentoya Tirkiyê pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin û derbarê berpirsiyaran de pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin. + +Aydogan, anî ziman ku di navbera MİT û PKK'e de li Osloyê hevdîtin hatin kirin û piştî hevdîtin bi dawî bû û şûnde derbarê PKK'ê de dijpropaganda hat kirin lê li gel vê yekê PKK ji ser masa hevdîtinê ranebû û gel dawetî tevlêbûna pêvajoyê kir. + +Aydogan, her wiha destnîşan kir ku Ocalan demek dirêje nirxandinan dike û hemû nirxandinên wî tev di cih dene û wiha got: "Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan berê jî behsa dewleta paralel kiribû. Birêz Ocalan, anîbû ziman ku dewleta paralel naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe." + +Aydogan da zanîn ku di sala 2012'an de Rêberê PKK' Ocalan pêvajoyek nû da destpêkirin û wiha berdewam kir: "Niha pêvajoya diyalog û muzakereyan didome. Ger ku hikumet gavên pêwist bavêje wê demê hêza dewleta paralel nakeve pêş. Li Tirkiye ji sedî 70 pêvajoyê qebûl dikin. Ji sedî 70 civakê çraeseriyê dixwaze. Bi nêzîkatiya 15'ê Sibatê re hêzên ku bixwazin vê pêvajoyê vala bikin hene. Lîstikên li dijî Birêz Ocalan dixwazin vê pêvajoyê vala bikin û komplo berdewam dikin. Ji ber ku Birêz Ocalan di dilê gelê Kurd de her dem asta xwe û qîmeta xwe diparêze."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale ya Iraqê, pêşmergeyek ji aliyê komên çekdar ve hat kuştin. + +Şaredarê bajarokê Seidiye şêx Ehmed Zirgoşî ji Rûdawê r egot, îşev (09.02.2014) derdora saet 18:00, pêşmergeyek ku endamê komîteya Seidiye ya YNKê bû, rastî êrişa 4 çekdaran hat. + +Zirgoşî da zanîn, di bûyerê de ew pêşmerge hat kuştin û çekdar jî reviyan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Gorranê ragihand, wan bi awayekî eşkere ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re gotine ew dixwazin li gorî dengên xwe yên hilbijartinan beşdarî hikûmeta nû bibin ji ber wê jî cîgirê serokwezîrê divê bibe para wan. + +Endamê şanda pêkanîna hikûmetê ya Tevgera Gorranê Aram Şêx Mihemed, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê mafê me ye lê em qebûl nakin ku 3 cîgirên serokwezîr hebin. + +PDKê di hevdîtina herî dawî ya bi şanda Gorranê re pêşniyar kiribû ku di kabîneya nû de 3 cîgirên serokwezîr hebin, ev jî tê gotin ji bo razîkirina YNKê ye, çimkî di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Kurdistanê de ji hêza duyem daketiye hêza sêyem û hejmara kursiyên wê jî daketiye 18an. + +Aram Şêx Mihemed, li ser pêşniyar PDKê got, PDKê pêşniyara hebûna 3 cîgiran bo serokwezîr kiriye em vê pêşniyarê baş nabînin ji ber ku em naxwazin pêkhateya hikûmetê ji ber xatirê ti kesî were têkdayîn, me daxwaziyên xwe ji PDKê re gotiye niha maye ew bersiva me bidin. + +YNKê jî ji PDKê re gotiye, ew li gorî ";Rêkeftina Stratejîk"; a digel PDKê daxwaza cîgirê serokwezîr dikin. + +Wî endamê şanda pêkanîna hikûmetê ya Gorranê rijdiya xwe li ser wergirtina cîgirê serokezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya nû de anî ziman û ragihand, Gorranê her ji roja ewil ve gotiye ku dixwaze li gorî dengên xwe beşdarî hikûmetê bibe û wiha got: ";Çimkî em ne zêde dixwazin ne jî qebûl dikin mafê me kêm bibe."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kuristanê, Felah Mistefa ragihand ku, Herêma Kurdistanê mamele ligel kantonên Rojavayê Kurdistanê nake û îtiraf bi ti biryareke tek alî nade. + +Felah Mistefa derbarê rêveberiyên xweseriy demokratîk ya Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê, ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatine ragihandin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Herêma Kurdsitanê derbarê kantonên Rojavayê Kurdistanê biryar da ku piştgiriya her biryarekê dê bike ku hemû alî li ser kom bin, lê ew (Herêma Kurdistanê) mamele ligel ti biryareke tek alî nake."; +Mistefa amaje kir ku hewlêsta Herêma Kurdistanê zelale û ew wek welatên Ewropayê mamele ligel wê pirsê dike, lewma apêwîst nake ti aliyek muzadeya siyasî bike, ";Hikûmeta Herêma Kurdistanl pabendê vê helwêstê dibe."; + +Di 21ê meha borî PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li Amude, 27ê mehê Kantona Kobanî, 29ê mehê Kantona Efrînê ragihandin bê beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS). + +Piştire ENKSê di daxuyaniyekê de hewlêsta xwe himber vê gavê derbirî û ragihand ku ti têkiliya wê bi vê gava PYDê re nîne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrasiya Gelan HDPê Sirî Sureya Onder ji çapemeniya Tirkiyê re ragihand ku, di hevdîtina dawî li Îmraliyê, rêberê PKKê Abdula Ocalan diyar kir ku, Eger heta niha ji bo gotina Kurd di belgeyên parlamentoyê de destêwerdan tê kirin, û ew gotin tê derxistin, wê demê dê çawa baweriya xelkê bi pêvajoyê bê, eger nikarin gotina Kurd tehmol bikin, wê bi vê mêjiyî pêvajoyê bimeşînin. + +Ocalan dest nîşan kir ku, dema Erdogan li Amedê bû, gotina Kurd û Kurdistan bikar anî û dema ku tê parlamentoyê, nikare wê gotinê bikar bîne, ev kiryar dihêle ku gel bi guman nîzîkî pêvajoyê bibin, eger ew biryarmendiya xwe bi rastî derbarê pêvajoya çareserîyê diyar neke, wê bibe lîstokê destê derbekaran. + +Abdula Ocalan dibêje,Partiya AKPê di bin navê hilbijartinê de, ji pêvajoyê dûr dikeve, û weha dewam bike pêvajo wê biqede, û wê demê berpirsyar ew bi tenê ye, hikûmet tenê pêvajo di bêşerî û aşitiyê de dibîne, û dibêje ewê afê derbixe, mijara pêvajoyê ne afe, ji wê mestire, pêwîste ji bo ku pêvajo rast bi rêve biçe, saziyeke jêre bê damezrandin, û peymanek bê îmze kirin, û wê demê kî pêdiviyên wê pêvajoyê pêk neanî, wê ew sazî li hember wî tiştê ku pêwîst, bike. + +Rêberê PKKê di riya perlementerê HDPê yê Stembolê Sirî Onder de got, hikûmet bi tena xwe paketên demorasiyê amede dike, diyare di van paketan de hikûmet rewşa xwe dixe ewlekariyê, û ew paket ne ji bo demokrasiyeke rasteqîneye, eger heta niha nikare girtiyên nexweş ji zîndanan serbest bike, û heta niha çareyek ji xelkê Mexmorê ku derveyî welatê xwe dijîn de çareyekê bibîne, wê demê ew paketa wî wê li ser çibe, Ocalan bang li hêzên demokratxwaz kir ku, pêwîste zextê li ser vê hikûmetê bikin, da demokrasiyê pêk bîne. + +Ocalan derbarê vidiyoyên vê dawiyê ku ew têde diaxivê hatibûn belav kirin de da zanîn, ew dixwazin pêvajoyê biqedînin û wî bê perestîj bikin, yê ku dixwaze zanibe wî çi helwest di wê demê daye, û çi gotiye bila parastina ku wî radestî dadgehê kiriye bi xwîne, wê rastiyê têde bibînin. + +Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li Stembolê ji raya giştî re axifî û got, ev saleke xwîn narijê, û pêvajoyeke aşitî dest pêkiriye, lê operesyona 17 kanûnê dixwest wê têk bibe, ji ber ku niha ti cenaze nayên, ew ketin nav helwestan ji ber ku ew fêrbûne li ser xwîna mirovan siyasetê bikin, niha derewên gendeliyê derxistin holê. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Doh (08.02.2014) termên her du kolberên din ên devera Mirgewer a ser bi parêzgeha Ormiyê li Rojihlatê Kurdistanê ve, li nêzîk gundê Gelêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Roja 31ê meha borî, Faxir û Şakir her du kurê Ehmed Şînodûkane ku xwelkê gundê Gêsiyan, Adem Girdîbûr kurê mistefa yê xelkê gundê Şêxzerd û Xebat kurê Mûsa ku xelkê devera Mergewer ya ser bi bajarê Ormiyê ve ne, berî 10 rojan li nêzîk gundê Gelêşmê ya ser bi devera Şemzînanê li Bakûrê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê de, û piştî lêgrîneke berdewam du ji wan her çar xortan, Xebat Mûsa û Faxir Şînodûkane, hatin dîtin. + +Doh êvarî jî termê Şakir Şînodûkane û Adem Girdîpûr li nêzîk gundê Glêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Çavkaniyên Rûdawê li devera Mirgewer li Ormiyê diyar kirin ku îro sibehê cenazeya wan her du kolberan ji devera şemzînan ber bi Ormiyê ve hatin birêkirin. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê dê cenazeya wan her du kolberan di rêya deriyê sînorî yê bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve derbasê Rojhilatê Kurdistanl bibin, û biryare îro termê her du kolberan bigihe devera Mergewer li Ormiyê û li wî cihî bên veşartin. + +Her sal jiyana hejmareke zêde ji kolberan di navbera Rojhilat û Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dikeve Metirsiyê de ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe karê kolberiyê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayê serokê PKK Ebdula Ocalan, Mihemed Ocalan, ji bo ku hevdîtinê ligel birayê xwe yê girtî pêk bîne, çû grava Îmralî. + +Îro serê sibê Ocalan, û xezmê girtiyê ligel Ocalan, Şêxmus Poyraz, Felek Cizlaşmak, berê xwe dane Gemlikê. + +Mihemed Ocalan, civîneke çapemeniyê çêkir û got pirsa serokê PKK, ji bo her kesî girîng e, ew her çiqasî pirseke siyasî be, her wiha pirseke hiqûqî ye jî. + +Ocalan, girtina birayê xwe ji aliyê hiqûqî ve rexne kir û got divê parêzerên wî biçin serdana muwekilê xwe û wî bibînin. + +Mihmed Ocalan got, hevdîtina parêzeran ligel Ocalan ji bo pêvajoyê gelekî girîng e, û ev tiştê ku ez dibêjim hem nêrîna Abdullah Ocalane hem jî nêrîna Kurdane li herêmê û ji bo çareserkirina pirsa Kurd gelekî girîng e. + +Mihmed Ocalan diyar kir ku eger parêzerên Ocalan biçin cem wî, wê pêvajo jî bilez û bi rêk û pêk pêşve biçe. + + + Kobanî (Rûdaw)- Bi destpêka şoreşa Sûriyê re, li Rojavayê Kurdistanê ala kurdî di xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyê berfereh li kolanan û li ser bîroyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate hildan, lê ta vê demê ti biryarên fermî bi hildana ala kurdî ji encûmena niştimanî ya kurd derneketine. +Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) jî, di bone û xwepêşandanên xwe de, ala Tev Demê hildide, û li gorî hevpeymaniya civakî ya rêveberiya xweserî ya demoqratîk, ji her kantoneke Rojavayê Kurdistanê re, wê aleke taybet bi hilbijartinan ji aliyê milet ve were biryarkirin. +di vî warî de Hevserokê Encûmena Yasadanîna Rêberiya Demkî, Nîhad Ehmed ji Rûdawê re got: ";Em dibêjin dema ku em biryarekê bistînin ku hilbijartin li ser alê çê bibe, alek ji kantona Kobanî re çê bibe, wê van alên din di bajêr de neyin xuyakirin, bes ala partiyakê bi ser wargeha xwe de kiribe, ti problem tê de tuneye, ez dîsa dibêjim ku ti biryar li ser alê tunene."; +Ala kurdî ya ku Mîr Celadet Bedirxan di kovara Hawarê hejmara 9 an de ku di 30 Êlûna sala 1932 an de derketibû û Mîr tê de li ser ala kurdî gotibû: ((Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, sor û spî û keske, di nava wê de roj diçirise)), di demekê de ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê xewnek bû, ku ew al bi azadî were hildan, ana ji bo xelkê metirsî heye ku ew bibe qurbana nakokiyên siyasî di navbera partiyên kurd de û nebe ala fermî ya Rojavayê Kurdistanê. +Ala kurdî ya netewî ku temenê wê nêzîkî 100 salî bûye, piştî çareserbûna kirîza Sûriyê, wê bi rewşa Rojavayê Kurdistanê di Sûriya nû de were girêdan û çarenûsa wê ya dawiyê wê diyar bibe. +Ji aliyê cemawerî ve, hildana ala kurdî di nava miletê kurd de wekî simboleke netewî ye, lê ji aliyê siyasî ve hildana ala kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî, bi hewceyî erêkirin û lihevkirineke di nava hêzên siyasî yên kurdî de ye. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Komînîst a Tirkiyê (TKP)-1920, Partîzan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dêrsîmê din bin navê ‘Hevgirtina Hêzan’ beşdarî hilbijartinên herêmî dibin. +Li ber nivîsîngeha BDPê ya hilbijartinan, li ser sûka binerdê, bi beşdariya derdora hezar kesî BDP, EMEP, ESP, Partîzan, TKP-1920, HDP eşkera kirin ku dê di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de bi ‘Hevgirtina Hêzan’ tevlî bibin. +Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûsta Taşkale, Hevseroka HDPa Dêrsîmê Fatma Kalsen, Seroka Giştî ya ESPê Fîgan Yuksek Dag, Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû axivî. + +Axêver, di daxuyaniyên xwe de li ser giringiya ‘yekîtî û hevgirtina hêzên demokratîk’, ‘destkeftên li Rojavayê Kurdistanê’ rawestiyan û di armanca tîrên wan ên rexneyî de jî Cemaata Fethullah Gulen, Partiya Gel a Komarîxwaz CHP û Partiya Dad û Geşedanê AKP hebûn. Dogrû, di vî warî de wiha axivî: ";CHP û AKP, rûyê çep û rast ên dewletê ne."; +Li ser navê Hevgirtina Hêzan daxuyaniya hevpar Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû xwend. Dogrû, got ku bi Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê re dê li Dêrsîmê biser bikevin û dê li vî bajarî agirekî nû yê azadiyê pê bixin. +Der heqê girîngiya ‘hevgirtinê’ de Dogrû, Rojavayê Kurdistanê wekî mînak destnîşan kir û wiha axivî: ";Pêvajoya şoreşgerane ya Rojava raveyî me dike ku bi yekîtî û bi pêbaweriya hêza xwe dikare gelek tişt pêk bê."; +Dogrû, diyar kir ku dê xwe û bajarê xwe wekî gel dê bi xwe bi rê ve bibin. + +Piştî daxuyaniya hevpar a Hevgirtina Hêzan, namzedên hevgirtinê yên navenda bajêr û navçeyên Dêrsîmê bi hev re derketin pêşberî gel. Herçend namzed diyar bin jî danasîna wan, dê di 14ê vê mehê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş ve pêk bê. +BDPê/Hevgirtina Hêzan cara yekem di hilbijartinan de jî bi ‘Hevserokan’ dibin namzedên şaredariyan. Li navend û navçeyên Dêrsîmê namzedên şaredariyan ên heta niha eşkera bûne, wiha ne: + + + + + + Li Dêrsîmê û navçeyên wê di Hilbijartinên Herêmî yên 30ê Adarê de namzedên rêxistin û partiyan + + + + + + + + + BDP + + + CHP + + + AKP + + + DHF + + + Şaredariyên Heyî + (2009-2014) + + + + + NAVEND + + + Mehmet Alî Bûl + + + Hizir Bahtiyar Aytaç + + + Erkan Eroglû + + + Alî Tacer + + + BDP + + + + + ÇEMÎŞGEZEK + + + + + + Ahmet Şadan Ersoy + + + Necatî Tayyar + + + + + + AKP + + + + + MAZGÊRD + + + Meral Gundoğan- Dr. Alî Riza Kut + + + Haydar Dogan + + + Suleyman Canpolat + + + Tekîn Turkel + + + DHF + + + + + PILÛR + + + Mûstafa Sarigul + + + Ferûdûn Cemal Aydin + + + Hasan Huseyîn Dîzî + + + Fatîh Mehmet Maçoglû + + + CHP-BDP + + + + + PÊRÎ + + + Huseyîn Çetînkaya – Fadime Çetînkaya + + + Cemal Bulut + + + Ali Aydın + + + + + + AKP + + + + + PÊRTAGE + + + Kenan Çetin + + + Alî Riza Yonç + + + Recaî Vûral + + + + + + EMEP + + + + + PILEMORIYE + + + Alî Rıza Dalkiliç– Makbûle Dîkme + + + Muslum Tosun + + + Alîşan Aslan + + + + + + CHP + + + + + QISLE + + + Yûsûf Çinar– Selvî Gongurmuş + + + Cafer Kirmiziçîçek + + + Bertal Ateş + + + + + + CHP + + + + + XOZAT + + + Cevdet Konak + + + Celalettîn Polat + + + Teslîm Dalkiran + + + Kahraman Kiliç + + + Partizan + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Gorran razî bûye ku serokê parlamentoya Kurdistanê werbigire û cîgirê serokwezîr jî ku wek girêkora pêkanîna hikûmetê dihat zanîn, bibe pişka YNKê li hember vê jî wezîrê navxwe ji Gorranê re be. + +Li gorî agahiyan, PDKê jî qebûl kiriye ku wezareta navxwe bibe pişka Gorranê bi mercekî ku kesê ku dibe wezîrê navxwe divê hemû aliyek jê razî bibin. + +Nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha jî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. + +Di hilbijartinên Kurdistanê de, PDK yekem Gorran duyem û YNK jî di rêza sêyemîn de cî girt. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Di navbera sînorê Şemzînan û Herêma Kurdistanê de ji bo serdana navbera malbatan bê astengkirin, her 2 kîlometreyan xaleke kontrola leşkerî ji aliyê Tirkiyê hatiye avakirin. Ger welatî jiyana xwe bikin rîskê û van sînoran derbas bikin rastî cezayê pereyan tên. + +Gundên Îsya, Museka, Nêhavê, Serêkanî, Brox, Mamreşan, Duyî Sirmalê yên herêma Navberojan ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ku ev gund li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê û Şemzînanê de ne, liv û tevgera leşkerî balê dikişîne. Li ser rê li her 2 kîlometreyan xaleke kontrola leşkerî hatine danîn, niştecihên van gundan nikarin, xizmên xwe yên li aliyê din yê sînor ziyaret bikin. + +Beriya pêvajoya aştî û çareseriyê, welatî bi rihetî li ser 50 kîlometre sînor re diçûn û dihatin. Dema çem zêde dibe, welatî ji bo derbasbûnê aliyê din teleferîkan bi kar tînin û piştî ku av nizim dibe, welatî bi meş û hespan derbasî aliyê din yê avê dibin. Lê piştî demekê teleferîk hatin qutkirin û nuqteyên ku welatî bi meş û hespan derbas dibin ji aliyê qereqolê ve hat kontrolkirin. + +Leşkeran demên borî li qereqolê kontrol dikirin, lê di demên dawî de leşkeran 20 metro navberê kon vedane û nobetê digirin. Welatiyên ku dixwazin ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Şemzînanê bibin, rastî mudaxaleyê tên. Her wiha bi taybet li şevê li ser sînorê Gever, Şemzînan û Herêma Kurdistanê, balafirên bêbalafirvan pir digerin. + +Welatiyên ku çem derbas bibin û biçin aliyê din li vir rastî pusuya leşkeran tên. Welatiyên ku tên girtin, nasnameya wan ji wan tê stendin, eşyayê wan tê desteserkirin û ji bo her yekê hezar û 250 TL(nêzîkî 120 dolar) cezayê pere tê birîn. Dema welatiyên ku zeviyên wan li nêzî çem in û diçin zeviya xwe, wêneyên wan tê kişandin û gelek caran destur nayê dayîn ku biçin zeviyên xwe. Her wiha tê îdiakirin ku, li qereqola Bêgîjnî yarbay û 2 subayan ruşvet ji qaçaxgeran stendine û 10 roj berê hatine binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike. + +Encûmena Navendî ya YNKê di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe da her sê kantonên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û got ku berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye û divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê wê bikin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Em hêvîdarin ev gava girîng, demokratî û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî temam didin xebata rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê";. + +Di dawiya meha borî de her sê kantonên Cezîrê, Kobanî û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin. + +Li her sê kantonan hikûmet û encûmenên yasdanînê (parlamento) hatine avakirin. + +Di nava her sê kanotonan de ku PYDê serkêşiya wan dike, çend partiyên Kurd, Ereb û Suryanî û kesatiyên serbixwe jî hene. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê tevlî wan kantonan nebûye û gotiye ";PYDê bi alîkariya çend partiyên ji xwe ve nêzîk û bêy ENKSê ew rêveberî ava kirine";. + +Amed (Rûdaw)- Afîşên ku wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan li ser in, li bajarê Amedê li gelek cîhan hatin daliqandin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di salvegera roja girtina Ocalan, rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Amedê bi dirûşma ";Bi serokatiya azad ber bi jiyana azad ve"; dê di navbera 13-14-15ê sibatê li Qada Batikent a Amedê ";Platformên Gel"; ava bike. + +Berî ku platformên gel bê avakirin, afîşên ku wêneyên Ocalan li ser in li Amedê gelek cîhan hatin daliqandin. + +Wêneyê Ocalan care yekemîn li herêmê di bîlbordan de tên daleqandin. +Serokê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de hat girtin û ew roj ji aliyê endam û alîgirên PKKê de wek ";komplo"; tê naskirin û her sal çalakiyên li dijî wê li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nameya ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye dê îro bigihe destê Barzanî. + +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo nameya Ocalan bigihînin Barzanî şeva bûrî hatin Hewlêrê. + +Di hevdîtina roja şemiyê ya di navbera Ocalan û şanda BDP û HDPê de, Ocalan diyar kir ku wî bersiva nameya xwe ya ku berî niha ji Barzanî re şandibû wergirtiye û nameyek nû jê re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder duh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew dê roja sêşemê nameya Ocalan bigihînin Barzanî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana li ber deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û ew birin bajarokê Pîramam (Mesîf). + +Tê pêşbînîkirin ku îro Onder û Zana bi Barzanî re hevdîtinekê pêk bînin û nameya Ocalan radestê Barzanî bikin. + +Heta niha nediyar bê Ocalan di bersiva nameyê de çi nivîsandiye, lê hat gotin ku di nameyê de mijarên kongreya Neteweyî ya Kurd, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cih digirin. + +Onder diyar kir ku dibe ku ew pişt re serdana Qendîlê jî bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê berê yê di nava rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de Mistefa Şefîq di programa Nûroj a Rûdawê de behsa têkiliyên vê dawiyê yên navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê PKKê Abdullah Ocalan kir. + +Mistefa Şefîq ku şarezayekî siyasî ye, dîroka têkiliyên PDK û PKKê vedigerîne salên heştêyî bi taybet sala 1983yan, dema PKKê ji Tirkiyê derket û brê xwe Rojhilata Navîn û Kurdistanê. + +Şefîq diyar kir ku têkiliyên navbera PKK û PDKê ne aram bû û got ";Hin caran bi têgihiştin û xweşiyê derbas dibûn û hin car jî bi şer û nexweşiyê";. Bi nêrîna Şefîq niha her du alî gihiştine wê baweriyê ku pêwîste gotûbêj di navbera wan de hebin. + +Derbarê nameyên ku Barzanî û Ocalan ji hev re dişînin de, Mistefa Şefîq got ";Ew têkilî ne tenê di navbera du kesan de ne, lê belê di navbera du hêzên xwedî bandorin li navçeyê ku çareserkirina pirsa Kurd li navçeyê bêy wan her du hêzane pêk nayê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku roja yekem ji gera duyem a danûstandinên Cenêvê bêy ti civînên hevbeş di navbera her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê de derbas bû û her aliyekî tenê nêrîna xwe pêşkêşî şandeyê navneteweyî û erebî Exzer Îbrahîmî kir, tê çaverêkirin ku îro sêşemê, her yek ji şandeyan nêrîna xwe li ser pêşinyara Îbrahîmî bide. Nûnerên Kurdan di şana opozîsyonê de nêrîna xwe ya siyasî pêşkêşî Îbrahîmî kirin. + +Serpereştyarê danûstandinan Exzer Îbrahîmî roja duşemê di belgeyekê de li ser her du şandeyan pêşinyar kiribû ku her du mijarên rawestandina tundûtîjiyê, ku daxwaza yekem a şandeya rejîmê ye, û damezirandina desteya intîqalî, ku daxwaza yekem a şandeya opozîsyonê ye, bi hev re bên behskirin û şopandin. + +Di kongreyeke rojnamevaniyê de îro sêşemê şêwirmendê serokatiya hevpeymaniya opozîsyonê Munzir Aqbîq aşkere kir ku hevpeymaniyê belgeyek ku nêrîna hevpeymaniyê ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li xwe digre pêşkêş kiriye û diyar kir ku di vê belgeyê de hûrgiliyên lihevhatin û ji nû de avakirina Sûriyê hene. + +Aqbîq herwiha da zanîn ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê hewl dide biryareke neçar ji Konseye Ewlekariyê derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê de derbikeve. + +Derbarê radestkirina nêrîna şandeya kurd de, Endamê şandeyê Mistefa Sîno ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku ew belgeya di navbera hevpeymaniya opozîsyonê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hatibû îmzakirin bi temamî û weke ku heye radestî Exzer Îbrahîmî hatiye kirin. + +Sîno ji Rûdawê re diyar kir ku serpereştyarê danûstandinan Exzer Îbrahîmî bi xwe daxwaza radestkirina vê belgeyê ji şanda opozîsyonê kiriye û belge weke heyî hatiye radestkirin. + +Sîno da zanîn ku her du şand îro ji saet 10ê sibehê heta yekê paş nîvro di civîneke hevbeş de ligel Îbrahîmî guftûgoyan dikin û got ku mijara danûstandinên vê civînê daxuyaniya Cenêv1 e û diyar kir ku her du şande heya niha pêgirê helwesta xwe ne û ti guhertinê rû ne daye. + +Herî kêm yek ji her du şandeyan li hotêla bi navê hotela aştiyê niştecî dibe, lê vemirandina şerê berdewan li Sûriyê pêwîstî bi vîna her du şandeyan heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandibû îro gihişte destê Barzanî. Hat zanîn, Ocalan name bi kurdî û bi destê xwe nivîsiye. +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn û nameya Ocalan radestê Barzanî kirin. + +Di hevdîtina roja şemiyê ya di navbera Ocalan û şanda BDP û HDPê de, Ocalan diyar kir ku wî bersiva nameya xwe ya ku berî niha ji Barzanî re şandibû wergirtiye û nameyek nû jê re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder ku duh gihişte Herêma Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ew dê roja sêşemê nameya Ocalan bigihînin Barzanî. + +Heta niha nediyare ku Ocalan di bersiva nameyê de çi nivîsandiye, lê hat gotin ku di nameyê de mijarên kongreya Neteweyî ya Kurd, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cih digirin. + +Onder diyar kir ku dibe ku ew piştre serdana Qendîlê jî bikin. + +Amed (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê ya Amedê biryara komkirina posterên Ocalan ên ku li ser bîlborên nav bajêr de hatibûn belavkirin, da. + +Rêxistina BDPê ya Amedê duh (10.02.2014) di çarçoveya xebatên şermezarkirina salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, posterên Ocalan li ser bîlbordên nav bajêr daliqand. + +Li ser posteran bi kurdî û tirkî wiha hatibû nivîsandin: Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jiyana Azad Ve û logoya BDPê jî li binî de hatibû danîn. + +Lê dozgeriya komarê ya Amedê îro biryara komkirina posteran da û ev biryar ji rêveberiya asayişê re hat ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Carekî din şandeke pilebilind a îranî bo çareserkirina arîşeyên nav Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat Herêma Kurdisttanê lê ew şand destvala vegeriya. + +Arîşe û aloziyên nav YNKê heta niha jî didomin. Berpirsên wê partiyê jî dibêjin rewşa niha ya YNKê ";hestiyar"; e. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şandeke îran bi mebesta çareserkirina arîşeyên nav YNKê 10 roj bû li Herêma Kurdistanê bû. +Endamên şanda îranî bi her ";sê baskên"; nav YNKê re rûniştin lê hat zanîn ew civîn bêencam mane û şanda îranî destvala vegeriyaye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, sedema serekî ya hatina şanda îranî bo Silêmaniyê, binpêkirina wê rêkeftinê bû ku beriya niha li Tehranê û di navbera her sê rayedarên YNKê, Kosret Resûl, Berhem Salih û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm de hatibû îmzekirin. + +Li gorî naveroka rêkeftina Tehranê, divê desteyek rêveberiyê di nav YNKê de were avakirin her wiha encumenk mîna encumena destnîşankirina berjewendiyên rêjîmê ya Îranê bo YNKê jî bê damezirandin. + +Di beşek din a rêkeftinê de hatiye gotin, divê desteya rêveberiyê ji aliyê kesekî jêhatî mîna Berhem Salih ve were birêvebirin û du cîgirên wî yên genc jî hebin ku yek jê divê kurê Talebanî Qubad Talebanî be, encumena destnîşankirina berjewendiyan jî divê ji aliyê Hêro Îbrahîm ve were birêvebirin. + +Piştî ku çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû 31ê meha borî were lidarxistin, hat paşxistin nakokî û aloziyên nav YNKê kûrtir bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Parlamenterê HDPê yê Stebnolê Sirri Sureya Onder, ku nameya Ocalan gihandin destê Barzanî dê sibê bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re rûnên. + +Leyla Zana û Sirri Sureya Onder, piştî ku îro nameya Ocalan gihandin destê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo hevdîtina bi rayedarên KCKê re ber bi Qendîlê ve çûn. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Zana û Onder dê sibê (12.02.2014) jî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bînin. + +Ocalan di nameya xwe de behsa pêvajoya aştiyê û çareseriyê li Bakûr û Tirkiyê, Kongreya Netewî ya Kurd û pêwendiyên navbera hêzên kurdî li hemû beşên Kurdistanê kiribû û ji Barzanî daxwaza hevkariyê kiribû. +Hewlêr (Rûdaw)- Roja (08.02.2014) termên her du kolberên din ên devera Mirgewer a ser bi parêzgeha Ormiyê li Rojihlatê Kurdistanê ve, li nêzîk gundê Gelêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Roja 31ê meha borî, Faxir û Şakir her du kurê Ehmed Şînodûkane ku xwelkê gundê Gêsiyan, Adem Girdîbûr kurê mistefa yê xelkê gundê Şêxzerd û Xebat kurê Mûsa ku xelkê devera Mergewer ya ser bi bajarê Ormiyê ve ne, berî 10 rojan li nêzîk gundê Gelêşmê ya ser bi devera Şemzînanê li Bakûrê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê de, û piştî lêgrîneke berdewam du ji wan her çar xortan, Xebat Mûsa û Faxir Şînodûkane, hatin dîtin. + +pêr êvarî jî termê Şakir Şînodûkane û Adem Girdîpûr li nêzîk gundê Glêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Çavkaniyên Rûdawê li devera Mirgewer li Ormiyê diyar kirin ku îro sibehê cenazeya wan her du kolberan ji devera şemzînan ber bi Ormiyê ve hatin birêkirin. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê dê cenazeya wan her du kolberan di rêya deriyê sînorî yê bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve derbasê Rojhilatê Kurdistanl bibin, û biryare îro termê her du kolberan bigihe devera Mergewer li Ormiyê û li wî cihî bên veşartin. + +Her sal jiyana hejmareke zêde ji kolberan di navbera Rojhilat û Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dikeve Metirsiyê de ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe karê kolberiyê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ji komara îslamî ya Îranê xwast, bi çavekî li hemû pêkhateyên Iraqê binêre her wiha gavên pêwîst bo çareserkirina pirsa kurd li Îranê jî bavêje. + +Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, îro di merasima 35emîn salvegera şoreşa îslamî ya Îranê de li Hewlêrê axaftinek kir û ragihand, xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê li benda wê ne aştî û azadiya ku komara îslamî li nav Îranê de dabîn dike sûda wê bo Iraq û Kurdistanê jî hebe. + +Fazil Mîranî, anî ziman ku pîvan û prensîbên pêkvejiyanê bi taybet xwandina bi kurdî ku roj bi roj li Îranê pêş dikevin bibe bingeha çêbûna aştî û binecîbûna aramî û asayişê li Iraqê. + +Sekreterê Polîtburoya PDKê daxwaz ji komara îslamî ya Îranê kir, bi çarekî li hemû gelê Iraqê binêre û wiha got: ";Em hêvîdar in ku Îran bi çavekî li hemû pêkhateyên Iraqê yên mîna kurd, şîe, sunnî, turkmen, mesîhî, êzîdî û ermenî bike, çimkî ev yek dirûşma şoreşa îslamî û îmam Xumêynî bû ku divê hemû gelên blindest sûdê ji destkeftên şoreşa Îranê werbigirin."; + +Mîranî her wiha destnîşan kir ku Îran bi awayekî aştiyane gavên pêwîst bo çareserkirina pirsa kurd li Iraq, Îran û hemû herêmê bavêje. + +Di dawiya axaftina xwe de wî berpirsê PDKê diyar kir ku divê hemû gel û milletên deverê di rewşek asûde û azad de bijîn çimkî Xudê hemû kes mîna hev afirandiye û çênabe hinek di xweşiyê de bijîn hinek jî di reşiyê de bijîn. + +Di merasima 35emîn salvegera şoreşa îslamî ya Îranê de, jibilî mêvanên biyanî nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî beşdar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Partiya Demokrata Kurd (el-Partî) li Ewropayê Kamîran Haco ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) qebûl nake ku ti hevalbend jê re di desthilatê de hebin. + +Kamîran Haco ku beşdarî bûltena taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû, got: ";PYD karê hevbeş nake, ew naxwaze kes bibe hevparê wê di desthilatê de."; + +Derbarê pirsyara ku gelo çima ENKS jî tevlî PYDê û hevalbendên wê nebû di avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk li kanotnên Cizîrê, Kobanî û Efrîn de, Kamîran Haco got: ";PYD dibêje desthilat ya min e û hûn bidin pey min û ev yek jî nayê qebûl kirin, pêwîste PYDê aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê qebûl bike"; + +Haco herwiha derbarê wan rêveberiyan de got: ";Du senaryo li pêş wan rêvevbriyane, senaryoyek jê ewe ku rejîm bimîne, wê demê jî rejîm wan qebûl nake ji ber ku rejîmek dîktatorî ye, senaryoya duyem jî ewe eger rejîm here û hikûmetek din bê avakirin, wê demê hikûmeta nû jî van rêveberiyan qebûl nake."; + +Kamîran Haco derbarê Yekîtiya Siyasî de jî axivî û ragihand, di demek nêzîk de dê her 4 partiyên Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixin û partiyek nû li Rojavayê Kurdistanê avabikin lê behsa dema lidarxistina kongreyê nekir. + +Yekîtiya Siyasî ji 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ew jî Partiya Demokrata Kurd (el-Partî), Partiya Azadî ya Kurd (Baskê Mistefa Oso), Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurd (Baskê Mistefa Cumaa). + + +Amed (Rûdaw/DÎHA) – Piştî ku biryara komkirina posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Amedê li ser bîllboardên bajêr hatibûn danîn, poster û afîşên Ocalan hatin rakirin. + +Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îro li ser bingeha benda 10 a Qanûna Nehîştina Terorê (TMK), biryara komkirina posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Amedê li bîllboardên bajêr hatibûn daliqandin, da. + +Ji ber vê yekê, afîş û posterên Ocalan hatin dirrandin û li ser bîlbordan hatin rakirin. + +Berê derbarê afîşên ku biryara komkirina wan dihat dayîn, bi paçekî dihatin girtin, lê vê carê polîsan afîş dirrandin û avêtin erdê. + +Welatiyên li derdorê ji ber rakirina afîşan nerazîbûn nîşandan û gotin, "Tehemula wan li hember wêneyekî jî nîne."; + +Rêxistina BDPê ya Amedê duh (10.02.2014) di çarçoveya xebatên şermezarkirina salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, posterên Ocalan li ser bîlbordên nav bajêr daliqandibû. + +Li ser posteran bi kurdî û tirkî wiha hatibû nivîsandin: Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jiyana Azad Ve û logoya BDPê jî li binî de hatibû danîn. + + +Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê di pêvajoya hilbijartinên herêmî de taxên Amedê yên ku bi qasî navçe û bajaran xwediyê nifûsa pirin di hilbijartinan de roleke girîng dilîzin. Ev yek jî girîngiya Muxtarên Taxa derdixe holê. + +Yek ji van taxan jî Taxa Peyasê ye ku girêdayî Navçeya Navendê Kayapinar ya Amedê ye. Hejmara dengên vê taxê 95 hezare û ji 38 bajarê Tirkiyê gelektire. + +Yek ji taxên mezin jî Taxa Kaynartepe ye û girêdayî Navçeya Navendê Rezan a Amedê ye.Di Taxa Kaynartepê de 118 hezar kes dijîn û xwediyê 25000 denga ne. Di vê taxê de gelek mirovên ku tirkî nizanin hene û piraniya wan jî ji kesên ku gundê wan hatî şewitandin pêktê. Ev yek jî di jiyana rojane de gelek astengiyan dide pêşiya xelkê Kaynartepê. + +Xelkê Amedê jî girîngiyê dide Muxtariyetê û hêvî û daxwazên wan ewin ku karên baş berdewam bin û kêmasî jî werin temamkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê têkiliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêv2 bibe yên ku duh gera wê ya duyem li Cenêvê destpêkir. + +Felah Mistefa duh ligel berpirsê ofîsa Sûriyê di Balyozxaneya Berîtanya li Libnanê Angos Maki civiya û li ser rewşa niha ya Sûriyê û çareserkirina krîza wî welatî ku ev nêzîkî 3 salane didome axifîn. + +Di civînê de Maki bal kişande ser hewlên ku di rêya kongreya Cenêv2 re ji bo çareserkirina krîza Sûriyê tên dayîn û diyar kir ku amadebûna nûnerên Kurd di danûstandinên Cenêv2 de girîng e. + +Di danûstandinên Cenêvê de 5 nûnerên Kurdan wek endamên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di nav şanda opozîsyonê de cî digirin. + +Lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku endama Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye tevlî şanda opozîsyonê nebûye. + +Li aliyê din Felah Mistefa tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekî ligel çareserkirina krîza Sûriyê di rêya leşkerî re ye. + +Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêvê2 bibe ev yek jî li gor cih û girîngiya siyasî û cografî ya Herêma Kurdistanê. + +Qamişlo (Rûdaw)- Endamê Encûmena Yasadanînê ya rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo diyar kir ku ew wek encûmen niha kar ji bo çêkirina alekê ji bo rêveberiya dikin. + +Rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha borî de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên li her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, hat ragihandin. Di rêveberiyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) cih nagire. + +Li navenda asayişa PYDê li bajarê Qamişlo kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. Di kongreyê de Hekem Xelo, wezîrê navaxwe yê kantona Cezîr Kenaan Berekat û ji rêveberiya asayişa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Berîtan Ferhad axifîn. + +Derbarê ala rêveberiya xweseriya demokraîk de, Hekem Xelo got ";Divê aleke ji bo vê rêveberiyê hebe, Em weke Encûmena Yasadanînê niha li ser vê yekê dixebitin û kengî al amade bibe û bê ragihandin ti alên din namînin";. + +Asayişa PYDê ku berê digot ew biryarê xwe ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) digire, niha helwesta xwe guhert û biryareke nû derxist. + +Berîtan Ferhad di kongreya rojnamevaniyê de got ";Em dê ji niha û pê de biryara xwe ji rêveberiya xweseriya demokratîk bigirin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komara Îslamî ya Îranê 10 milyon tumen ji malbatên her 4 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mabûn, dixwaze. + +Berî 2 heftiyan 4 kolberên Kurd li devera Mirgevera Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê û li wir di bin berfê de man. Termên wan piştî çend rojan ji lêgerînê hatin dîtin û ji bo Rojhilatê Kurdistanê hatin veguhestin. Niha jî Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji malbatên wan 4 kolberan dike ku 10 milyon tumenan bidin Komara Îslamî. + +Li gor çavkaniyên mafên mirovan li Rojhlatê Kurdistanê, piştî ku termên wan kolberan ji devera Sêro ya Soma Biradosta Urmiye derbasî Rojhilat hatin kirin û ji bo veşartinê bo Mirgevera Urmiye hatin veguhestin, niha Komara Îslamî dibêje dibe her yek ji malbatên wan kolberan 2 milyon û 500 hezar tumenan weke xerame bidin. + +Berpirsên Îranê dibêjin ";Wan kolberan bi ne yasayî sînor derbas kirine";. + +Piştî ku termên her 4 kolberan hatin dîtin, çavkaniyên Komara Îslamî bi xurtî derbaskirina sînor ji aliyê kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ve rexne kirin. + +Salane gelek kolber li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê di rê de yan dikevin ber berfê de yan di encama teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî de jiyana xwe ji dest didin. + +Deverên Urmiye jî yek ji wan parêzgehan in ku bi Başûr û Bakurê Kurdistanê re hevsînor in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive, sibê jî dê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive. Ev her du civîn ji bo yekalîkirina gotûbêjên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. + +Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro çarşemê dê Polîtbîroya PDKê bicive. Mîranî got ";Civîn ji bo yekalîkirina gotûbêjên avakirina kabîneya heştem e";. + +Zêdetirî 4 mehan di ser hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û hîn aliyên siyasî negihiştine rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya nû. + +Tiştê gotûbêj asteng kirine ewe ku heta niha aliyekî nizane bê aliyê din çi posteke hikûmetê dixwaze, lê tiştê diyar û zelal ewe ku YNKê û Tevgera Gorran posta cîgirê serokwezîr dixwazin. + +Derbarê vê yekê de Fazil Mîranî ji Rûdawê re got ";Min ji kak Nêçîrvan re gotiye ku nexşeya avakirina kabîneyê bide aliyê din ji bo ku her kes para xwe bizanibe";. + +Ji aliyê xwe ve endamê Polîtbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand ku Polîtbîroya dê sibê ji bo heman mebestê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di merasîma 35emîn salvegera şoreşa gelên Îranê de ku li bajarê Hewlêrê birêveçû, wek cara yekem sirûda Ey Reqîb jî hat gotin, lê Ebdilsetar Mecîd ji ber sirûda Îranê rabû ser pêyan û di dema gotina sirûda Ey Reqîb de rûnişt. + +Endamê Polîtbîroya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdilsetar Mecîd derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Dema sirûda Ey Reqîb hat gotin ez li ser pêyan bûm, lê dema sirûd gihişte hevoka ku dibêje (Dîn îman u ayîman, her niştîman) ez rûniştim, ji ber ku ew hevok ne şerhî ye, ew hevok bêrêzî tê de heye li hember xweda û Îsalmê";. + +Mecîd herwiha got ";Sirûda Îran û Iraqê bi hev re 20 saniye bû, lê sirûda Ey Reqîb dirêj kirin û gihandine wê hevokê ji bo ku me ihrac bikin";. + +Ew endamê Polîtbîroya Komela Îslamî axaftina xwe wiha domand: ";Pirs ne bi tenê ez im, ew hevok dibêje em dîn û olê navên û bi tenê niştiman divên, em him dîn dixwazin him olê dixwazin him niştiman jî dixwazin, rêz li ola xwe û ola xelkê din û herwiha rêz li niştimanê xwe û niştimanê xelkê din digirin";. + +Di bersiva pirsekê de ji ber çi ew rêz li sirûda neteweyî ya wan welatan digirin ku Kurd tê de hene û piraniya wan baweriya wan bi wê sirûdê nîne bi taybet hin hevokên wê, Mecîd got ";Ev pirseke din e, hin xelk hene ji destpêkê de li dijî Komara Îslamî ya Îranê ne ji ber ku komareke îslamî ye";. + +Ebdilsetar Mecîd herwiha got ";Gelek têbîniyên me li ser reftara Komara Îslamî ya Îranê derbarê Kurdan de hene û me ji nêzîk ve ji wan re gotiye ku em dibînin divê Îran projeyeke wê hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Aloziyên ku duh danûstandinên Cenêvê xistibûn bin gefa têkçûnê hiştin ku zengilê agehdarî û metirsiyê li paytextên her du welatên serpereştyar Amerîka û Rûsya bê lêdan. + +Piştî ku di rûniştina duh sibehê de her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê bi gotarên tund hatibûn ber hev ku bûbûn sedema rawestandina civîna sibehê û jinavbirina civîna êvarê, her yek ji Amerîka û Rûsya ketin nava hewlên dîplomasî da ku danûstandinên aştiyê ji têkçûnê biparêzin. + +Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên nêzîkî danûstandinan derdikevin, wezîrê derve yê Rûsya Sergy Lavrov dê îro ligel şandeyê navneteweyî û erebî yê taybet bi Sûriyê Exzer Îbrahîmî bicive. Her li gorî heman zanyariyan dibe ku hevdîtina sêalî di navbera Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsya de ku biryar bû roja înê pêl were, bê pêşxistin û sibe roja pêncşemê li Cenêvê bê lidarxistin. + +Herwiha tê çaverêkirin ku şandeyê Rûsya bo kongreya Cenêvê Gennady Gatilov ligel şanda opozîsyona Sûriyê bicive lê beşdarbûna serokê şanda opozîsyonê Ehmed Asî el-Cerba di hevdîtinê de nehatiye piştrastkirin. + +Di heman demê de tê çaverêkirin ku Gatilov ligel wezîrê derve yê Sûriyê û serokê şanda rejîmê Welîd el-Muelim bicive da ku rê li ber danûstandinên Cenêvê bê xweşkirin û metirsiya têkçûna wan ji holê rabe. + +Serpereştyarê danûstandinan şandeyê navneteweyî û erebî Exzer Ibrahîmî duh sêşemê piştî rûniştina yekemîn di gera duyem de got ku ev rojeke gelekî zehmet bû, ti pêşketinê encam ne daye û diyar kir ku ji bo pêşketinê pêwîstî bi alîkariya her du aliyan û piştgiriya derve heye. + +Her derbarê danûstandinên Cenêvê de şeva borî serokê Amerîka Barack Obama û serokê Fransa François Hollande li Washingtonê li hev civiyan û rewşa Sûriyê guftûgo kirin. + +Di konferanseke çapemeniyê de ligel Hollande, serokê Amerîka got ku hîn danûstandinên Cenêvê ji armancên xwe dûr in û di vî warî de bêhêvîtiyeke mezin heye û diyar kir ku rejîma Sûriyê bi berpirsyarî tevnagere lewra her têkçûnek di danûstandinan de, wê rejîm di ber de berpirsyar be. + +Obama her wiha got ku roj bi roj Sûriyê berve herifandinê diçe û tekez kir ku ev yek ne baş e ne ji Sûriyê re û ne jî ji herêmê û aştiya cîhanî re. + +Aloziyên tund û dijwar kûrahiya nakokiyên di navbera her du aliyan de aşkere dikin, lewra diyar e ku parastina danûstandinan ji têkçûnê pêwîstî bi tevgereke navneteweyî û herêmî awarte heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo ragihand ku ew niha bi serdabekê li bajarê Silêmaniyê ne û dixwazin pişt re serdana Bexda û Enqereyê jî bikin. + +Şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê ji Salih gedo û her du cîgirên wî Emîne Osê û Şemîrna Şamûl pêk tê. + +Salih Gedo derbarê hatina wan bo Başûrê Kurdistanê de ji Tora Medyay ya Rûdawê re got ";Me têkilî bi Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re kiriye lê wan red kirine ku pêşwaziya me bikin û ji me re gotine divê têkiliyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danin";. + +Gedo aşkere kir ku armanca serdana wan bo Başûrê Kurdistanê ewe ku têkilî bi partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re girê bidin û got ";Em dê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran re bicivin û emê hewl bidin lgel Partiya Demokrat a Kurdistanê re jî bicivin";. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê herwiha got ku di pilana wan de heye ku serdana Bexda û Enqereyê jî bikin da ku deriyên sînor yên ligel Rojavayê Kurdistanê vekin. + +Di dawiya meha borî de PYDê û çend partiyên din rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, ragihandin. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, tevlî wê rêveberiyê nebûye. + +Berî niha berpirsê têkiliyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû ku ";ew îtîraf bi kantonên PYDê nakin, ji ber ku bi tek alî hatine avakirin";. + +Kantonên Rojavayê Kurdistanê hatin dirustkirin. Li Rojavayê Kurdistanê û li hemû parçên din ên Kurdistanê jî helwest li hember wan cuda bûn; hinan piştevaniya wan kirin, hin li dijî wan derketin û hin jî li ortê man. Lê ji van hemû boçûnan, tiştek ji min re zelal e ku dewleteke navendî ya bi forma dewleta Hafiz û Beşar Esed li Sûriyê bi dawî hat, ev yek jî zemîna mabûn û dirustbûna herêma Rojavayê Kurdistanê wek dewleteke piçûk yan wek herêmeke federal misoger dike. Yanî ger di paşerojê de formula wan jî biguhere, kanton her dimînin. + +Va em dibînin ku Yemen dibe şeş herêm. Tevî ku li Yemenê neteweyek tenê dijî ku neteweya ereb e. Lê hin cudahiyên mezhebî û siyasî kirin ku êdî dewleta navendî li Yemenê bi dawî bibe. Hemû berjeng û bûyerên dawî ber bi ne-navendîkirina dewletan diçin. Dinya globalîze bûye, lê di eynî demê de niha qonaxa dirustbûna hêzên mezin ên navçeyî ye, yanî bidawîhatina yek hêza mezin li cîhanê derketiye. Herweha qonaxa dirustbûna herêman di nava dewletên yek netewe de jî li cîhanê gurtir bûye. + +Min çend caran li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nivîsiye, ku hertim karvedanên cuda bi dû xwe de anîne; ku hinek kes piştevaniya nerînên min dikin, hinek jî min rexne dikin û tew bersivên êrîşker jî dermafê min didin. Niha jî ku ez dibêjim ew kanton dê bimînin û dibe ku statûyeke siyasî ya navneteweyî jî wek desthilateke `de facto`yî wergirin, di heman demê de ez di wê baweriyê de me ku desthilata tekpartî, girtina rê li ber desthilata bereyî di nav hêzên çekdarî û rêvebirinê de, zemîna demokrasiyê têk dide û girtîbûna navxweyî û derveyî dirust dike. + +Lê bi rastî partiyên Rojavayê Kurdistanê, yên ku rikberên Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD ne, bi şêweya xwe ya niha, cemawerên xwe jî didin rikberê xwe, çiku partî ango helwest. Di dema serhildan û guherînên radîkal de, divê helwest û pêngavên pratîk ên partiyan hebin, ne ku wek niha wek mûzexane û arşîfa daxuyanî û beyannameyan bimînin; gava ku xelk li hember êrîşên komên tundrew bin, gava ku xelk di nav valahiya kargêrî de bijîn, daxuyanî tu derdekî wan çareser nakin. Lê pêwistiya wan bi wê yekê heye ku partiyên wan bi pratîkî li tenişta wan bin eger ne li pêşiya wan bin. + +Li Rojavayê Kurdistanê bandora du rêbazan pir mezin e, rêbaza Barzanî û Apoçîtî (wek ew bi xwe nav lê dikin), lê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el Partî) nikarîbû xwe bi vê qonaxê re biguncîne û razîbûna cemawerên xwe yên alîgirên rêbaza Barzanî bi dest bixe, ku bi awayekî otomatîk cemawerên wê partiyê ne. Piraniya serkirdeyên el Partî niha li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne, radestî guvaşên PYD bû di dirust nekirina hêza parastinê li hundirê Rojavayê Kurdistanê, bi pratîkî wek partiyeke opozisyonê lê hat di zemîneke neguncaw de ji bo karê opozisyonî. + +Divabû el Partî navçeya nûfuza xwe dirust bikira û lê desthilatdar bûya, yan divabû bi her awayekî be karê bereyî ferz bikira. Niha qonax karên din ji partiyên din dixwaze, da ku tenê wek karvedan li ser pêngavên PYD nemînin. Çiku ev di siyasetê de û di gelek warên din de jî tê wateya xwe mirandinê. Beşdariya wan di kongreyên opozisyonê de li derve, bêyî hebûna dest û pêngavên wan ên pratîkî li Rojavayê Kurdistanê, bi kêrî xelk û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nayê. + +Di dema kongreyên opozisyona Iraqê de li welatên cîhanê û tew li Kurdistanê jî, Kongreya Niştimanî ya Iraqê û Ehmed Çelebî, bi piştevaniya Amerîka çalak diyar bûn. Lê piştî hilweşandina rêjîma Sedam, Kongreya Niştimanî ya Iraqê bû xwediyê yek kursî li parlamentoyê û Ehmed Çelebî jî bû kesekî bê bandor. + +Desthilata tekpartî, ku hêz pê re be, di rewşên awarte û qonaxên guhastinê de, rûyê cemaweran jî diguhere. Dibe ku di aliyê aborî de geşbûn peyda nebe, plûralîzm peyda nabe, lê partiya ku qonaxê tenê bi rêve dibe, çêlîkên xwe dixe nav hemû war û dezgehan. Lê di vê qonaxê de, PYD di neamadebûna partiyên din de, pêngaveke ku nayê jibîrkirin ji xwe re di dîroka Kurdistanê de tomar kir. + +Niha jî derfeta wê yekê heye ku ew kanton bibin ji bo hemûyan, bi rêya asayîkirina rewşê û amadekirina zemînê ji bo pêkanîna hilbijartinê bi beşdariya hemû partiyan, nemaze hevbeşîkirina hemû partiyan di vê qonaxa guhastinê de, dirustkirina dezgehên ewlekarî û hêza çekdarî ya hevbeş, ku ev yek di qezenca gelê Kurdistanê û ENKS de ye, herweha di qezenca PYD de ye jî li ser asta navneteweyî. + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê postên ku wêneyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser in û ji aliyê polîsan ve hatin rakirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku peywira polîsan nîne wêneyan rake û wiha hat gotin ";Bila demildest derbarê vê êrîşa qirêj de lêpirsîn bê destpêkirin";. + +Rêxistina BDPê ya Amedê bi boneya salvegera roja girtina Ocalan de, duh li ser bîlbaordan wêneyê Ocalan ên ku li ser nivîsandiye ";Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jyana Azad ve"; daleqandine. + +Di heman rojê de ji aliyê Dozgerê Komarê yê Amedê biryara berhevkirina posteran hat dayîn. Beriya ku biryara berhevkirina posteran bigihêje BDPê polîsan posterên Ocalan li ser bîlbaordan rakirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, KCDê di daxuyaniya xwe de got ";Bi milyonan kes rêberê PKKê Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibînin, Ocalan wekî aktorê herî girîng yê çareseriyê tê dîtin û ji bo tevlîbûna çalakiya di bîlbaordan de poster hatine daleqandin û biryara berhevkirina poteran hatiye dayîn";. + +KCDê tevî şermezarkirinê wê biryarê da zanîn ku ew biryar ";bêhiqûqî û siyasî"; ye. + +KCDê got ku Divê hikûmet demildest derbarê kesên ku ";ev êrîşa qirêj pêkanîne"; lêpirsîn veke û ev kes ji kar bên dûrxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê, 13.02.2014, berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê bicivin. + +Sibê pêncşemê şandeke bilind a Tevgera Gorran bi serokatiya Newşîrwan Mistefa dê serdana Hewlêrê bike û ligel şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Mesûd Barzanî bicive û pirsa avakirina kabîneya heştem yekalî bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Gorranê ji Omer Seyid Elî, Mistefa Seyid Qadir û çend berpirsên bilindên din ên Gorranê pêk tê, di civînê de dê pirsa avakirina hikûmetê û rewşa giştî ya Iraqê dê bêne behskirin. + +Herwiha Barzanî dê acendeya serdana xwe bo welatên Ewropayê û beşdarîkirin di Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos)de û sedema hilweşandina serdana xwe bo Amerîka behs bike. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ev nûçe ji Rûdawê piştrast kir, lê ti zanyarî derbarê naveroka civînê de aşkere nekirin. + +Piştî hilbijartina 25ê Tîrmeha 2009an, cara yekem serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 22yê mijdara 2011an de serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel Newşîrwan Mistefa civiyabû. + +Piştî wê civînê, wek bersivdana serdana Barzanî bo Silêmaniyê bi 5 mehan, wate 24ê nîsana 2012an Newşîrwan Mistefa serdana Barzanî kir li Pîrmamê. + +Herwiha di 17ê çileya 2013an de Newşîrwan Mistefa ligel her yek ji sekreterê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ferec û mîrê Komela Îslamî Elî Bapîr ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. + +Piştî hilbijartina 21ê Îlona 2013n, ev dê bibe cara duyem ku Newşîrwan Mistefa serdana Hewlêrê dike. + + +Amed (Rûdaw)- Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê rakirina postên rêberê PKKê Abdullah Ocalan de bertekên xwe anî ziman û got ";Ger hûn li hember aştiyê rêzdar bin, divê hûn li hember mîmarê aştiyê jî rêzdar bibin";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê,Demîrtaş diyar kir ku ew li benda AKPê nasekinin, dê dibistanên xwe vekin û pirtûkên perwerdehiyê bi xwe çap bikin. + +Li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku 2 hezar kesan digire hat vekirin. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlmantera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek kes tevlî merasîma temel avêtinê bûn. + +Demîrtaş got ";Serokwezîr kampanyaya derewan dimeşîne. Cudahiya me ew e ku em diz nînin";. Demîrtaş da zanîn ku AKPê nikarin 6 mehan jî li Amedê şaredartiyê bikin û wiha got: ";Ew bi dizî û rantê karê xwe dimeşînin. Ew nikarin meaşê xebatkarên şaredariyê jî bidin. Lê ti kes nikare di van mijaran de şaredarên me sûcdar bike";. + +Hevserokê BDPê anî ziman ku dê bi biryarên herêmî rêveberiyan ava bikin û wiha got: ";Em tiştekî ji dewletê hêvî nakin. Em ê dibistanên xwe vekin û pirtûkên xwe çap bikin. Em li benda AKPê nasekinin. Hûn nikarin li gel û partiya me çong bidin vedan. Em dijminê kesekî nîn in û ji bilî Xwedê ji ti kesekî natirsin. Kesek nikare di bin navê rexneyê de heqaretê li nirxên me bike";. + +Derbarê rakirina posterên rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Amedê de, Demîrtaş got ";Zîhniyeta ku wêneyê Serok Apo diqelêşînin, bila vê yekê bizanibin ku nikarin ji dilê me û dilê gelê bidin avêtin. Ez li vir vekirî dibêjim. Ger hûn li hember aştiyê rêzdar bin, divê hûn li hember mîmarê aştiyê jî rêzdar bibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ragihand ku nêrîna rêberê PKKê Ebdulla Ocalan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nêzîkî hev e, û got ku ew şahide li ser xebata Mesûd Barzanî li Bakûrê Kurdistanê. +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder pêr, 10.02.2014, gihştibûn Hewlêrê û doh sêşemê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û nameya Ocalan gihandin destê Mesûd Bsarzanî. + +Di konfransekî rojnamevanî yê hevapr de, li baregeha BDPê li Hewlêrê, Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ragihandin ku Mesûd Barzanbî bi nameya Ocalan kêfxweş bû, û dê ew nameyekê ji Barzanî jî bighînin Ocalan. + +Zana got jî : ";Birêz Barzanî xebatên mezin bo gelê Kurd dike, û ez şahidim li ser xebata wî li Bakûrê Kurdistan."; + +Herwiha Zana û Onder ku piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê, berê xwe dan Qendîlê û ligel berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) civiyan, di konfransê rojnamevanî de Onder ragihand ku civîna wan ligel berpirsên KCKê erênî bû û wan nêrîna Ocalan gihandin Qendîlê. + +Di beşekê din ji konfransê de Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana got ku : ";Meha Sibatê mehek tarî û reşe ji bo gelê Kurd."; + +Ji aliyê xwe Onder derbarê girtina Ocalan de got: ";Ocalan ji bo demokrasî û aştiya Kurd û Tirkan di zindanê de ye."; + +Herwiha îro parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder, li Hewlêr ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî civiyan. + +Di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de, Zana û Onder gotin: ";Spasî û pêzanînên Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî bo wê rola wî ya erênî di destpêkirina pêvajoya aştiyê û berdewamiya wê de ligel Tirkiyê, û daxwaz ji Barzanî kiriye ku berdewam bin li ser piştgirîkirina pêvajoya aştiyê."; + +Herwiha li gor ku di daxuyaniya civîna Zana û Onder ligel Nêçîrvan Barzanî de hatiye, ";Ocalan behsa rola Idrîs Barzanî, bavê Nêçîrvan Barzanî, kiriye ku çawa di destpêk û naverasat salên heştêyî de roleke bi bandor di başkirin û yekxistina rêzên hêz û aliyên Kurdistanî de dîtibû."; + + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku 2 hezar kesan digire hat vekirin. + +Di merasîma vekirina projeyê de hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlmantera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek kes amade bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr di axaftina xwe de anî ziman ku di nav 10 salan de her tim xwestiye layîqî gelê Amedê bibe. Baydemîr got ";Me li bajar hemleyek mezin pêkanî. + +Di sala 2009an de dema derketim pêşberî we, me gotibû emê 52 projeyan bi dawî bikin. Îro me ev proje temam kirine. Ez dixwazim hûn heqê xwe helal bikin";. + +Baydemîr ji namzetên BDPê yên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli re serkeftin xwest. + +Baydemîr da zanîn ku dê heman tecrûbeyan li Rihayê jî pêk bînin û wiha got: ";Heq hebe xem nîne, BDPê hebe rant nîne." + + +Giwêlan (Rûdaw)- Bi armanca hişiyar kirina jinên kurd, da erk û mafên xwe nas bikin û girîngiya xwe di nav civaka kurdî de bizanibin, helbestvan û niviskara Kurd Diya Ciwan, çend simînarên rewşenbîrî li ser rewş û rola jinê di tevahiya cîhanê de li kampên koçberan lidar dixe, û yek ji wan simîneran jî li kampa Giwêlanê bû. + +Di vê simînarê de Diya Ciwan gelek nimone ji dîroka jinên cîhanê anîn ziman, herwiha çend nimone li ser hêz û rola jina kurd di dîroka civaka kurdî de ber çav kirin, û ev yek jî cihê dilxweşiya koçberan bû . + +Li gor gotinên berpirsê navenda Rewşen Bedirxan ya bi ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, navend çalakiyên rewşenbîrî ji bo koçberan lidar dixe û dibêje ku wê karên xwe bidomîne . + +Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî perwer de dike , lê gava ku koçberî derdikeve holê , wê demê hemo nerxên mirovahî yê şel û pel dibin , lewma simînarên bi vî awayî pêwîstin ,da ku herkes erk û mafên xwe nas bike . + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kuristanê, yek ji wan bajaran e ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, belkî li beşin din jî ên Kurdistanê bajarekî naskiriye. + +Bajarê Qamişlo, yan jî Qamişloka avînê wek ku hemwelatiyên Rojava nav lê tînin, gelek stran û helbest li ser hatine gotin. + +Herwiha gelek nvîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd ên navdar ji wî bajarî derketine. + +Hinek car Qamişlo bi navê Mihemed Şêxo, Reşîdê Kurd, Ceger Xwîn, Selîm Berekat û gelek kesên din ên navdar tê naskirin. + +Vê carê me potreyek li ser bajarê Qamişlo çêkiriye, ka em bi hevre bibînin. + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Pêş ku Rojiya Xizir destpêbike Şaredara Dêrsîmê ya BDPê Edîbe Şahîn digel endamên Encûmena Şaredariyê li Ziyaretgeha Gola Çetû Loqmeya Xizir belav kir. + +Bawermendên Raya Heq (Rêya Xwedê) ango Kurdên Elewî di rojên13-14 û 15ê vê mehê de sê rojan Rojiya Xizir digirin. Di nava xelkê de sê çarşemên destpêkê rojî dihat girtin û roja piştî çarşema sêyem a rojiyê jî rojek Rojiya Avê dihat girtin. Di Rojiya Avê de piştî fitarê jî av nayê vexwarin, şev kî avê bide rojîgir, divê bi wî/wê re bizewice. Pêştir li Dêrsîmê ji ber şert û mercên erdnîgarî, ji bo pîr û rêberên dînî xwe bigihîne hemû talib û alîgirên xwe, ev rojî di hundirê meha Sibatê de bi şertê ku roja Çarşemê dest pê bike rojî dihat girtin. + +Ziyaretgeha Gola Çetû, Cihê ku Çemê Minzûr û Çemê Pêrî digihêjin hev, ji aliyê dêrsîmiyan ve wekî cihê Xizir tê binavkirin. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn îro li Gola Çetû bi destê xwe Loqmeya Xizir ango Kateya Xizir li amadebûyan belav kir. Di baweriya Raya Heq (Kurdên Elewî) de loqme, boraq an jî qurban di rojên çarşemê de tên dayîn û belavkirin. + +Têkildarê girîngiya Rojiya Xizir Şaredar Edîbe Şahîn got ku ew niyaza xwe datînin. Di vî warî de Şahîn wiha axivî: ";Li Dêrsîmê, Rojiya Xizir di baweriya Raya Heq de xwedî cihekî taybet e. Ev rojî, yek ji taybetmendiya baweriya me ye ku ji baweriyên din vediqetîne. Herwiha ji ber baweriya me neniviskî ye, perestin û îbadetên xwe wiha gelekî girîng in."; + +Şahînê diyar kir ku Rojiya Xizir li gorê Salnameya Rûmî ye ku Kurd dibêjin ‘Hesabê me’. Şahînê di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di Rojiya Xizir de her kes diçe ziyaret û cihên pîroz ên herî nêzîk. Bawermend li ziyaretgeha lava û daxwazên xwe tînin zimên û li wir niyaz û boraqên xwe belav dikin."; + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahînê diyar kir ku ew wekî rêveberiyên herêmî yên BDPê girîngiyeke mezin dide baweriyên cûda yên civaka Kurdistanê. Şahînê got ku bi hêviya aştî û aramiyeke cîgir niyazên xwe belav dikin. + +Piştî axaftinê, Şaredar Edîbe Şahînê bi destê xwe Loqmeya Xizir li amadebûyiyan belav kir. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ragihand ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê nas bike. + +Asya Ebdullah di çalakiyeke partiya xwe de li nêzîk bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bal kişande ser danûstandinên kongreya Cenêv2, beşdariya Kurdan di kongreyê de û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û çend partiyên di dawiya meha borî de li her sê herêmên Qamişlo, Kobanî û Efrînê ragihandin. + +Derbarê rêveberiyê de, hevseroka PYDê got ";Rêveberiya xweser dê ji bo pêkanîna demokrasiyê pêşketinên girîng bi xwe re bîne. Ev rêveberî dikare dibe nimûneya çareseriya krîza Sûriyê";. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, Ebdullah di wê çalakiyê de diyar kir ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê û wek gelekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî nas bike. + +Li ser kongreya Cenêv2 ku roja duşemê gera danûstandinên wê ya duyem di navbera şanda rejîm û opozîsyona Sûriyê de destrpêkir,Ebdullah tekez kir ku ew wek partî ne li dijî danûstandinên Cenêvê ne. + +Hevseroka PYDê got ";Lê em li dijî hewildanên dûrxistina Kurdan in. herdu encûmenên kurdî li hev kiribûn ku pêwîste Kurd bi şandeke serbixwe beşdarî Cenêvê bibin, lê ENKSê ev tişt nepejirand û di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî civînê bû";. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, 5 nûnerên wê di nav şanda opozîsyonê ya bi serokatiya hevpeyvmaniyê de li Cenêvê cih digirin. + +ENKSê û PYDê di 24ê kanûna 2013an li hev kiribûn ku eger opozîsyon bi çend şandan tevlî kongreya Cenêv2 bibe, wê demê Kurd jî dê bixwazin bi şandeke serbixwe beşdar bibin, lê eger yek şanda opozîsyonê hebe dê Kurdên di nav wê şandê de bi navê Kurdan li Cenêvê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmarek çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi nêzîkî 10 otombêlan avêtin ser nahiyeya Silêman Beg li parêzgeha Selhaedînê û metirsî heye ku rêya navbera Kerkûk û Bexdayê bikeve destê çekdaran. + +Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Nahiyeya Silêman Beg bi temamî ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê û bi tenê hêzêke hevebş a polîsan li wir maye û li navenda nahiyeyê li hemeber çekdaran radiweste";. + +Ehmed herwiha got ";Niha li gundê Hefrîn jî şer didome û bi balafiran êrîşî çekdarên DAÎŞê dikin, em wek asayişa Xurmatû tevlî wî şerî nebûne û Artêşa Iraqê li derdora navçeyê xwe amade kiriye, lê heta niha ti hêzeke bejayî ya artêşê ne liviya ye";. + +Li hember vê yekê qaymqamê Xurmatû Şelal Ebdul ji Rûdawê re got ";Li Silêman Beg şer ne qewimiye, lê li hinek cihên nav nahiyeyê wek taxa Eskerî û Belediyat çekdar çûne ser xaniyan, lê heta niha şer ne qewimiye";. + +Ebdul herwiha got ";Li nav nahiyeyê jî yek gule nehatiye avêtin û ti pirgisêkeke me li wir nîne";. + +Nahiyeya Silêman Beg girêdayî bajarokê Xurmatû ye û yek ji wan navçeyan ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di serdana îro de, berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa wê navê kandîdê tevgera xwe bo posta wezîrê navxwe bide serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kandîdê Tevgera Gorran ji bo posta wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê di kabîneya heştem de Mistefa Seyid Qadir e. + +Mistefa Seyid Qadir yek ji serkirdeyên Tevgera Gorran e. + +Biryar e îro li Pîrmamê şandeke Tevgera Gorran bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ligel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî bicive. Civîn dê saet 12.30 bi dema Hewlêrê destpêbike. + +Tê çaverêkirin Barzanî û Newşîrwan Mistefa biryara dawî derbarê rêkeftina navbera PKDê û Gorran de bidin ji bo avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî. + +Li gor wê rêkeftinê, posta serokê Parlamentoya Kurdistanê û wezîrê navxwe dê ji Gorran re be. Herwiha posta cîgirê serokwezîr dê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re be. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de PDKê yekem, Gorran duyem, YNKê sêyem, Yekgirtûya Îslamî çarem û Komela Îslamî pêncem bûn. + +Enqere (Rûdaw)- Serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan di hevdîtina dawî ya bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re got ku Ocalan gotiye ";Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû";. + +Ocalan ji 15ê sibata 1999an ve dema ku li Kenyayê hat girtin, li girava Îmraliyê girtî ye. + +Pervîn Buldan ji destpêka pêvajoya aştiyê de ku diçe Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne derbarê 15ê sibatê û hevdîtina dawî ya ligel Ocalan de axifî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê Buldan got ";Li aliyekî têkoşîna gelê Kurd û tevgera wê, li aliyê din jî têkoşîna Ocalan a di hucreya yekkesî ya Îmralî de komplo vala derket";. + +Buldan aşkere kir ku Ocalan di vê hevdîtina dawî de wiha gotiye ";Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû";. + +Buldan got ";Ti hêz nikare Ocalan û Kurdan têk bibin. Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Divê hêzên navneteweyî vê bigirin dîqqetê. Ocalan ne tenê di aliyê Tirkiyê de di aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê de jî şexsiyeteke ku divê mirov bigire dîqqetê";. + +Derbarê vîdyoyên Ocalan ên ku vê dawiyê di medyayê de belav bûne de, Buldan got ";Ev hêz ji bo Ocalan bê îtîbar bikin û komployê dewam bikin van kiryaran dikin. Nêrîna Birêz Ocalan jî di vî alî de ye. Gelê Kurd guh nade van lîstikan. Em dizanin bê ev lîstik ji aliyê kê ve hatine nivîsandin";. + +Herî dawî roja 8/2/2014 wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û cîgirê Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder hevdîtinek bi Ocalan re pêk anîbûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku parêzgarê Hesekê fermana bilindkirina ala Sûriyê ya fermî li ser avahiyên hikûmetê li seranserê parêzgehê daye. + +Li gorî Rewangehê, parêzagarê Hesekê di nivîseke fermî de ku ji Şaredariya bajarokê Til Temirê re şamdiye, fermana daye wan ku ala fermî ya Sûriyê li ser hemû avahiyên hikûmetê bilind bikin. + +Malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê belav kiriye ku piştî wê fermana parêzgarê Hesekê, ";ala Sûriyê li ser dibistana el-Welîd el-Rîfiye ya li Til Temirê hat bilindkirin";. + +Di 21ê çileya borî de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên xwe yên Ereb û Suryan hikûmeta Kantona Cezîrê ragihandin. Pişt re bi çend rojan hikûmet li kantonên Kobanî Efîrnê jî ava kirin. + +Bajarokê Til Temir ku nêzîkî 40 km li bakurê rojavayê Hesekê dikeve, Kurd, Aşûrî û Ereb lê niştecî ne û dikeve nav sînorên kantona Cezîre. + +Berpirsên kantona Cezîrê berî çend rojan ragihandibûn ku wê alek taybet bi kantonê bê destnîşankirin û êdî ji bilî wê ala destnîşankirî nabe ti alên din li kantonê bên bilindkirin. + +Kantona Cezîrê yak u PYDê û hevalbendên wê ragihandine, bajar û bajarokên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespî, Çilaxa, Rimêlan, Girkêlegê û Dêrikê li xwe digire. + +Heta vê gavê jî bajarên Qamişlo û Hesekê bi temamî di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ne. Herwiha hikûmeta Sûriyê mûçeya fermanber û mamostayên li parêzgeha Hesekê dide. + +Pîrmam (Rûdaw)- Civîna di navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa de li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmam ragihand ku civîna di navbera Barzanî û Newşîrwan Mistefa 2 saetan domand û berî bîstekê bi dawî hat. + +Şanda Gorran ku bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye ji Omer Seyid Elî, Mistefa Seyid Qadir û çend berpirsên bilind ên tevgerê pêk tê û vê sibehê gihişte Pîrmamê. + +Di civîna îro de biryar bû Barzanî û Newşîrwan Mistefa derbarê avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj bikin. Herwiha Tevgera Gorran dê navê kandîdê xwe bo posta wezîrê navxwe pêşkêşî Barzanî bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kanîdnê Gorran bo posta wezîrê navxwe Mistefa Seyid Qadir e. + +Dihat çaverêkirin Barzanî û Newşîrwan Mistefa biryara dawî derbarê rêkeftina navbera PKDê û Gorran de bidin ji bo avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî. + +Li gor wê rêkeftinê, posta serokê Parlamentoya Kurdistanê û wezîrê navxwe dê ji Gorran re be. Herwiha posta cîgirê serokwezîr dê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re be. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de PDKê yekem, Gorran duyem, YNKê sêyem, Yekgirtûya Îslamî çarem û Komela Îslamî pêncem bûn. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Wesayîta çop û zibilan a Şaredariya Dêrsîmê agir pê ket. Ji şens û siûda baş re dema agir bi wesayîtê ket, ji xwe wesayît li ber Agirkujiya Giştî ya Bajêr bû. + +Îro beriya danê nîvroyê wesayîta çop û zibilan a Şaredariya Dêrsîmê dema li ber Agirkujiya Giştî ya Bajêr rawestiyayîbû agir pê ket. + +Agirkuj û karkerên şaredariyê dema dîtin ku dûman ji wesayîta zibilan hildibe, bêyî ku ziyanekê mezin bibexşîne demildest bi avê mudaxele kirin û şewat vemirandin. + +Karkerên şaredariyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku diyar e niştecihek bajêr xweliya sobe yan jî kalorîfera xwe bi temamî venemirandî û avêtiye zibildankê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi serokatiya şandekê roja yekeşmê serdana Bexdayê bike û pirsa şandina petrolê Herêma Kurdistanê bo derve ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bike. + +Yek ji beşdarên civîna ya îro ya di navbera nûnerên Kurdan li Bexdayê û Hikûmeta Iraqê de ragihand ku biryar e roja yekşemê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê bike. + +Serokê frakisyona Yekgirtûya Îslamî di Parlamentoya Iraqê de Necîb Baletî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Di civîna îro ya di navbera nûnerên Kurdan û Hikûmeta Iraqê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku gotûbêjên derbarê buceyê li parlamentoyê bêne paşxistin heta ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê para Herêma Kurdistanê di buceyê û şandina petrola Kurdistanê de yekalî bibin";. + +Baletî diyar kirk ku di civîna îro de cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî û wezîrên petrol û darayî yên Iraqê amade bûn. + +Baletî aşkere kir ku biryar e serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yekşema bê bi serokatiya şandeke peywendîdar serdana Bexdayê bike û derbarê budce û petrolê de gotûbêjan bike. + +Baletî bal kişand ku her du aliyên kurdistanî û iraqî di civîna îro de li hev kirin ku rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê bê paşxistin. + +Pîrmam (Rûdaw)- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê piştî nêzîkî 2 saetan bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmamê ragihand ku di civînê serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên amade bû. + +Şanda Tevgera Gorran ji Omer Seyid Elî, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed, Ako Hemekerîm û Mistefa Seyid Qadir pêk dihat. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed diyar kir ku di civîna îro de Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser van xalan li hev kirin: + +-Bihêzkirina têkiliyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran û ew têkilî têkevin asteke baştir. + +-Her du alî hewlesta wan li hember Bexdayê yek be + +-Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin û êdî neyê derengtir nemîne. + +Derbarê postên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Barzanî û Newşîrwan Mistefa li hev kirin ku Gorran ligel Nêçîrvan Barzanî bicive û hemû postan yekalî bikin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku piştî civînê şanda Tevgera Gorran ber bi bajarê Silêmaniyê birêket. + + + + +Roja pêncşemê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi germî pêşwaziya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran birêz Newşîrwan Mistefa û şanda li gel kir û li gel wan civiya. Şanda li gel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran ji Umerê Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed û Ako Heme Kerîm pêkhatibû. + +Di hevdîtineke dostane û erênî de, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şanda mîhvan bi xêrhatinê vegera Serok Barzanî ji Eworpayê kirin, û destpêkê de behsa wan serdan û çalakiyan hate kirin ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya welatên Ewropa de encam dabû. + +Beşekî girîngê civînê taybet bû bi axaftina li ser pêk anîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew asteng û kelem jî hatin nirxandin ku ketine ber pêvajoya danusandinên di navbera aliyên siyasî de, û her dû aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste hemû astengiyek ji pêvajoyê bê derxistin, da ku bi zûtirîn dem pêvajoya danusandinan di navbera aliyan de bê encamdan. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran li ser wê yek hevrê bûn ku pêwîste peywendî û danustandinên berdewam li gel hemû aliyan de hebe. + +Di civînê de pêvajoya siyasî ya navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de jî hatin gotûbêj kirin. + +Fuad Husên +Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê +13.02.2014 + +Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistanê, ragihand, ew sê girtiyên ku ji parlamenterekî re name nivîsandibû û gotibûn ";li Asayişa Hewlêrê li ber çavên me destdirêjî li hevjîna girtiyekî kirin"; dibêjin, name aliyê wan bixwe ve hatiye nivîsandin û li ser gotinên xwe jî rijd in. + +Çend roj berê, endamê Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer ku di heman demê de endamê fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê ye jî, ragihandibû, 3 girtiyan jê re name nivîsandine û yek ji wan girtiyan di nameya xwe de wiha nivîsandiye: ";Li Asayişa Hewlêrê li ber çavên min destdirêjî li hevjîna min kirin da ku ez agahiyan bidim wan";. + +Ew sê girtî li girtîgeha Mihete ya Hewlêrê ne û bi cezayê heta hetayî hatine mehkûmkirin. + +Piştî vê yekê, desteya serbixwe ya mafên mirov li Herêma Kurdistanê li pey vê mijarê çû. + +Rêvebera giştî ya hiqûqî û parastina mafên mirov Tavge Omer Reşîd, dibêje, wan girtiyan têkez kirine ku name ji aliyê wan ve hatiye nivîsandin ji ber wê jî eger nameya wan girtiyan rast be wê çaxê ji rewşa binpêkirinê derbas dibe û dikeve çarçoveya sûc lewma divê dozgeriya giştî dosyayekî vebike û eger rast nebe wê çaxê reşkirina navê Asayişê ye û ew dikarin dozê vebikin. + +Tavge Omer, diyar kir ku wan her sê girtiyan nameya xwe îmze kirine lê heta niha nayê zanîn ka naveroka namê rast yan na. + +Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, beriya niha ji Rûdawê re gotibû, ew tişta Soran Omer dibêje, sala 2005an qewimiye, niha jî 2014an e û heta niha me ne tiştekî wisa bihîstiye û ne jî çêbûye. + +Li gorî Tariq Nûrî, ev îdiayên wiha tenê reşkirina navê Asayişê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê şanda PDKê ya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, diyar kir ku ew di pêkanîna hikûmetê de dereng mane û got, lê emê hewl bidin heta 20ê vê mehê herî kêm xetên giştî yên hikûmeta nû destnîşan bikin. + +Endamê şanda PDKê ya pêkanîna hikûmetê û wezîrê bajarvaniyê Dilşad Şehab, duh beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û ragihand, heta niha roja pêkanîna hikûmetê nehatiye destnîşankirin lê ji ber ku pêkanîna hikûmetê dereng ketiye dê hewl bidin heta 20ê vê mehê xetên giştî yên hikûmeta nû bikşînin. + +Dilşad Şehab, li ser xetên giştî yên hikûmetê jî wiha got, mebest ji xetên giştî parvekirina postên serekî yên mîna serokatiya parlamentoyê ye ku wek girêya kor a hikûmeta nû ye ji ber ku eger ev post zelal bibe dê parlamentoy dest bi civînên xwe bike û kesekî bo pêkanîna kabîneya hikûmetê erkdar bike. + +Şehab, li ser helwesta Tevgera Gorran û daxwaziyên wê di hikûmeta nû de diyar kir, di hevdîtina navbera şanda PDKê û şanda Gorranê de ku li Silêmaniyê pêk hat, heta niha Gorranê bersiva PDKê nedaye. + +Wî endamê şanda PDKê li ser wan rexneyên ku dibêjin PDK pêkanîna hikûmetê gîro dike, wiha axivî: ";Eger mesele temamkirina 56 kursiyan be wê çaxê rojek jî bo PDKê zêde çimkî em dikarin di nav rojekê de her tiştî çareser bikin."; + +Wezîrê bajarvaniyê her wiha destnîşan kir ku heta niha PDK ti bersivek negatîf li hember daxwaziyên partiyên siyasî bo tevlîbûna hikûmetê nedaye ji ber ku ti xetek sor li cem PDKê nîne. + +Dilşad Şehab, li ser dayîna wezareta navxwe bo Gorranê jî got, ew wezaret hinek taybetmendiyên xwe hene, dibe ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinan de li ser wê postê jî gotûbêj bike. Wezîrê navxwe nêzîktirîn kes e bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber qeyrana darayî ya li Herêma Kudistanê dê nîvê mûçeyên saziyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encumena Wezîran û hemû pileyên ku di asta wezîran de ne, bê dayîn. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hikûmetê ji ber qeyrana darayî ya niha, biryar da nîvê mûçeyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîrên hikûmetê û hemû pileyên ku di asta wezîr de ne bide. + +Sefîn Dizeyî, da zanîn, her wiha biryar hat dayîn şandina karmend û berpirsan bo derve û dayîna padaşt û alîkariyan li hemû wezaretan were sekinandin. + +Dizeyî eşkere kir ku hikûmetê ew ferman bi nivîseke fermî ji hemû sazî û wezaretan re şand. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Gundê Rezanê yê Colemêrgê 68 salin pirsgirêka avê heye. Welatî ji bo pirsgirêka avê çareser bikin 2 kilometre rê diçin û ji kaniyê avê tînin. + Gundê Rezanê yê Goranîsê ji 35 mal û 250 nifûsê pêk tê. Gundê Rezan 30 kîlometre dûrî Navenda Colemêrgê ye. Ji bo pirsgirêka avê çareser bibe di çarçoveya Projeya Piştgiriya Bingesaziya Gundan a Îdareya Taybet a Bajar (KOYDES), di sala 2010'an de projeya avê hat pêşkêşkirin. Lê yekîneya lêkolîn û venêrtinê ya Îdareya Taybet a Bajar bêyî ku rewşa herêmê ya kevir û çiya li ber çavan bigire rapor amade kir. Proje di sala 2010'an de bi 62 hezar lîre dan şîrketekê. Ji ber ku herêm zinar bû, tenê fîrmaya projeya avê 15 santîm erd kola û boriyên avê binax kirin. Di Nîsana sala 2011'an de ji ber baran û berfa zêde hemû boriyên di bin axê de tev ketin ber avê û ji cihê xwe rabûn. Piştî vê yekê KOYDES'ê di sala 2011'an de ji bo xeta avê projeyek din ava kir. Lê di vê projê de jî ji ber ku şebekeya avê ji çavkaniyek kêm anîn, di çileyê zivistanê de av miçiqî û dîsa welatiyên gund bê av man. + +Ji bo şûştinê tên Colemêrgê + +Welatiyên gundê Rezan diyar kirin ku bi salan in pirsgirêkên avê dijîn û ji ber pirsgirêka avê dijîn nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku bi kîlometreyan diçin avê ji kaniyên dervê gund tînin û zahmetiyên pir mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji ber pirsgrêka avê bi rojan nikarin cilê xwe bişon û nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin. Welatiyan dan zanîn ku diçin avê ji çemê Zapê tînin û bi vî rengî pêdiviyên xwe temîn dikin. + +‘Em 10 rojan carekê zarokên xwe dişon' + +Welatiyan anîn ziman ku ji ber av tune nikaren zarokên xwe bişon, nikarin cilê xwe bişon û ji bo ava xwarin û vexwarinê pir zahmetiyan dijîn. Welatiya bi navê Adile Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê pir zêde ye û wiha got: "Em ji ber bêaviyê rezîl û riswa bûn. Bi salan in em bê av in. Em diçin ji çem û rûbarên dûr avê tînin." + +Welatiyên bi navê Mikail Karacak, Îsmail Karaca, jî anîn ziman ku bi salan in ji ber polîtîkayên dewletê pirsgirêka avê dijîn u nikarin pêdiviyên xwe yên avê dabîn bikin. + +Endazyarê Daristanê Abidîn Bozkurt, jî anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bike 10 salin di nava hewldanan de ye û heta niha gellek caran nivîs ji rayedaran re şandiye, lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê 68 salin didome û wiha got: "Îhaleyên avê çêkirin. Lê ji ber ku şert û mercên herêmê li ber çavan negirtin pirsgirêka avê çareser nebû." Bozkurt, da zanîn ku bi dehan caran serî li rayedaran dan û herî dawî di 2'ê Çile de nivîs ji rayedaran re şandin. Bozkurt, anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. +Serokê Meclisa Bajar a Colemêrgê Ahmet Korkmaz, anî ziman ku ji ber vê pirsgirêkê îdareya bajêr rastî lêpirsînê hatiye û doz li wan hatiye vekirin û wiha got: "Me di sala 2013'an de ji bo çareseriyê 97 hezar lîre wek bûdce veqetand. Lê ev proje rastî astengiya çavdêran hat. + +Berpirsê karê bîr û avê yê Îdareya Taybet a Bajar Naci Demir, jî anî ziman ku gellek xeletî li ser hev çêbûne û wiha got: "Em ne şaredarî ne ku me her pirsgirêkê çareser bikin. Karê ku me kir me ji bo xatirê Meclisa Bajar û Walî çêkir. Ne wisa bûya me ev kar nedida ser pişta xwe."; + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê bo hevdîtina digel rayedarên Tirkiyê serdana wî welatî bike. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (14.02.2014) serdana Tirkiyê bike û li Stenbolê bi serokwezîrê wî welatî Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin pêk bîne. + +Hewlêrê (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, behsa pêkanîna hikûmetê û yekhelwestiyê li hember hikûmeta Malikî kirine. + +Di civîna îro (13.02.2014) ya navbera Barzanî û Newşîrwan Mistefa ku li devera Pîrmamê ya Hewlêrê hat lidarxistin, Mistefa endamên şanda Gorranê ya pêkanîna hikûmetê ku ji Omerê Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed û Dr. Ako Heme Kerîm pêk tê, da nasandin. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de Newşîrwan Mistefa behsa derengketina hikûmetê kiriye, her çiqas ew bi wê razî bûne ku bo xatirê pêkanîna hikûmetek binfireh û lihevkirina li hember wan kêşeyên ku rastî kurdan tên, dest ji posta cîgirê serokwezîr berdane. + +Newşîrwan Mistefa ew jî gotiye ku ew dixwazin hikûmet zû pêk were û eger ew li ser rêya hikûmetê asteng in ew amade ne bibin opozîsyon da ku hikûmet di demek zû de pêk were. + +Her wiha li gorî çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî ji Newşîrwan Mistefa re gotiye ku ew gellekî hez dike Gorran beşdarî hikûmetê bibe û kurd li ser kêşeyên Bexdayê yekhelwest bin, her wiha jê pirsiya Gorran çima dixwaze wezareta navxwe werbigire û li ser vê yekê rijd e. hat gotin di civînê de her wiha behsa serdanên Barzanî yên Ewropayê jî hat kirin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên jî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de her du aliyan têkez li ser nehîştina astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmetê kirine da ku di zûtirîn dem de danûstandina navbera aliyan bigihê encamên berbiçav û wiha got, ";Birêz serokê Herêmê û organîzatorê giştî yê Gorranê li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku divê di navbera aliyan de her dem diyalog û danûstandin hebe."; + +Barzanî her wiha daye zanîn, bo ku hikûmet di demek zû de pêk were dê roja şemiyê (15.02.2014) bi rayedarên YNKê re bicive. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bûyerên ku ji ber çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê roja girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketibûn, bi dawî bûn. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî 4 kes hatin desteserkirin. + + Li navçeya Geverê ya Colemêrgê girseya ku ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daket kolanan, rastî mudaxaleya polîsan hat. Piştî mudaxaleya polîsan bûyer derketin. + +Ciwanên ku di çalakiyan de tîşortên li ser YDG-H nivîsandibûn heta demekê li ber hotêla Osloyê bi polîsan re ketin nava şer û li Qada Azadî, kolana Nedîm Zeydan û ber dibistana Seretayîya Sabanci bi polîsan re ketin pevçûnê. + + Polîsan di bûyerê de bombeyên gazê û guleyên plastîk bikar anîn. Ciwanan jî bi pankartên YDG-H'ê, kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Ciwanan xwestin dîrekê kamerayên çavdêriyê bixin xwar lê polîsan mudaxale kir. Piştî şerê demekê polîs paşve kişiyan û bûyer bi dawî bûn. + +Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê ciwanan xwestin meşekê pêk bînin. Di bûyeran de 4 kes hatin binçavkirin. Gellek kesên ku di nav de endam û rêveberên BDP'ê jî hene, xwestin bimeşin lê rastî astengiya polîs hatin. + + Rêveberên BDP'ê dê sibê saet di 13.00'an de 15'ê Sibatê li ber avahiya BDP'ê bi girseyî şermezar bikin. + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, 15 sal berê û roja 15ê Sibata 1999an li paytexta Kinyayê, Nayrobî, ji aliyê tîmeke taybet a MÎTa Tirkiyê ve hat girtin û şeva heman rojê derbasî Tirkiyê hat kirin. + +Ocalan destpêkê bi cezamyê îdamê hat mehkûmkirin lê piştî ku li Tirkiyê cezayê îdamê nema, cezayê Ocalna jî daket girtina heta hetayî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kentava Îskenerûnê û li Çorûmê erdhejek pêk hat. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li gor pîvana Richterê li Kentava Îskenerûnê erdheja hêza wê 4.5 pêl û li navçeya Kargi ya Çorûmê jî erdheja hêza wê 3,7 pêl pêk hat. + +Bajarokê Hacihamza yê Karki yê Çorumê erdheja hêza wê 3.7 pêl pêk hat. + +Li Kendava Îskenderunê ya Hatayê jî erdheja hêza wê 4.5 pêl pêk hat. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike û ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro înê 14/2/2014 serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi hevaltiya şandekê serdana Tirkiyê bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê li Stenbolê ligel Erdogan bicive. + +Derbarê naveroka civînê de, Ergoşî got ku di civînê de dê têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, pirsa enerjiyê û rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî bêne gotûbêjkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi mebesta kontrol kirina bajarokê Silêman Beg û jinav birina çekdarên rêxistina DAÎŞê ji wî bajarokî, îro, 14.02.2014, artêşa Iraqê operasyoneke serbazî li Silêman Beg destpêkir û heta niha şer û pevçûn berdewamin. + +Rêveberê asayişa Xurmatû, Farûq Ehmed, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Îro sibehê hêzeke mezin jiartêşa Iraqê operasyonekê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarokê Silêman Beg destpêkir, bi mebesta kontrol kirina navçeyê û jinav birina çekdarên DAÎŞê."; Herwiha amaje kir ku heta niha şer û pevçûn berdewamin. + +Farûq Ehmed herwiha got: ";Artêşa Iarqê bi tundî bajarokê Silêman Beg borduman dike, lê egera wê yekê heye ku çekdarên DAÎŞê taxên wî bajarokî bombekiribin, ji ber vê yekê artêşa Iraqê dê nikaribe bi awayekî zû derbasî Silêman Beg bibe."; + +Rêveberê asayişa Xurmatû amaje kir jî ku rewşa ewlekariyê li Xurmatû arame û ti kiriyarên terorî li navçeyê çênebûne. + +Doh, 13.02.2014, çekdarên DAÎŞê dest danîn li ser bajarokê Silêman Beg, li gorî rêveberê asayişa Xuramtû, çekdaran dest danîn li ser hemû dezgehên fermî li Silêman Beg. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 9ê cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin û pişt re di 15ê sibata 1999an e li Kenyayê hat girtin, gelek alîgirên PKKê agir berdane bedena xwe û xwe şewitandin. Herî dawî duh ciwanekî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina Ocalan xwe şewitand. + +Yekem kesê xwe şewitand di 9ê cotmeha sala 1998an de bi navê M. Halît Oral ê li girtîgeha Mereşê bû. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, herî dawî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê bi navê Zerdeşt Murşid Mihemed di 15emîn salvegera girtina Ocalan de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. + +Di nava kesên ku ji sala 1998an de ji ber girtina xwe şewitandine yên ne Kurd jî hene, ji wan jina bi navê Elefteriya ya dayika 2 zarokan ku di 24ê adara 2006an de li paytexta Yonanistan Asînayê bedena xwe da ber agir. + +Ji ber çalakiyên xweşewitandinê zêde bûn rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 19ê mijdara 1998an de peyamek weşand û xwest çalakiyên xweşewitandinê bi dawî bibin. + + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 15emîn salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku divê hikûmeta AKPê dest ji polîtîkayên xapandinê berde û destûreke demokratîk amade bike. + +KCDê daxuyaniyek nivîskî da û tê de diyar kir ku ligel ku erdnîgariya Rojhilata Navîn mozaîka bawerî, çand û nasnameyane jî her tim ji ber dewletên netewe bûye erdnîgariya şer û pevçûnan. + +Di daxuyaniya KCDê wiha hatiye gotin ";Li Tirkiyê ligel ku gelek çand û bawerî dijîn, Tirkiye di polîtîka înkar û îmhayê de israr dike. Ji avabûna Komara Tirkiyê heta îro ji ber polîtîkayên tên meşandin pisgirêka kurd bûye pirsgirêka serek ya Tirkiyê. Vê jî bi xwe re krîzên aborî, civakî û siyasî û her wiha êşên mezin aniye";. + +KCDê diyar kir ku hêzên serdest yên Tirkiyê ji komara tirk heta niha ji bo mafên demokratîk yên gelê Kurd nedinê serî li her rê dane. + +KCDê herwiha got ";Hêzên navneteweyî ku çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin, komplo di 9ê cotmehê de dane destpêkirin û di 15’ê sibatê de bi encam kirin";. + +Roja 9ê cotmeha sala 1998an rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin û pişt re di 15ê sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin. + +Derbarê girtina Ocalan de, KCDê da zanîn ku armanca girtinê ew bû ku ";hêviyên jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd biqedînin";. + +KCDê di berdewamiya daxuyaniyê de got ";Divê komploger vê baş binzanin ku dîroka berê êdî nikare li ser Kurdan bê meşandin. Gelê kurd îro xwedî biryarbûn, bawerî, rêxistinbûn û hişmendiyeke mezin e";. + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Yenîşehîra Amedê di nav Baxçeyên Hevselê de teqîn pêkhat û di encama teqînê 2 kes birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê rgihand ku li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîra Amedê di nav Baxçeyên Hevselê de ji ber sedemeke nayê zanîn teqîn pêk hat û di encama teqînê de 2 ciwan birîndar bûn. + +Her du ciwanên birîndar ku birîna yekî ji wan giran e, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku niha hêzên polîs li cihê teqînê belav bûne û derbarê sedema teqînê de lêkolînê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, ku bi navê El-Wihdê tê naskirin, ragihand ku ew rijde li ser bilind kirin ala Desteya Bilind a Kurdî (DPK) li Rojavayê Kurdistanê, û ew dê berevaniyê jî di ber vê alê de bike. + +Kerkûk (Rûdaw) – Di encama êrişa komek çekdarên nenas de li Kerkûkê, 2 polîs hatin kuştin û efserekî artêşê jî birîndar bû. +Îro (14.02.2014) li bajarê Kerkûkê, dema komek ji efserên tabûra 12 a artêşa Iraqê ji mizgefta Sefwan a bajêr derdiketin rastî êrişa çekdarên nenas hatin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di bûyerê de 2 polîs hatin kuştin û efserek jî birîndar bû. + +Hat zanîn, êrişkar ji cihê bûyerê reviyan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Desteya Birêveber a KCKê Cemîl Bayik, di hevdîtina şandeke parlamenterên YNKê de ragihand, lawazbûna YNKê bi xêra gelê kurd nîne. + +Şandeke parlamenterên YNKê li parlamentoyên Kurdistan û Iraqê, serdana Qendîlê kirin û bi Hevserokê KCKê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anîn. + +Li gorî DÎHAyê, Cemîl Bayik li ser rewşa YNKê axivî û diyar kir, lawazbûna YNKê nakeve xizmeta gelê kurd û bi xêra yekitiya netewî ya kurdan nîne ji ber wê jî divê hemû aliyek bi hev re kar bikin da ku YNKê bihêz bibe. + +Yek ji endamên şandê û parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê Xalid Şiwanî di civînê de got, bi hatina me ya vir, Qendîl û Kerkûkê bûn yek. + +Hat zanîn, di civînê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî hatiye axaftin. + +Di nav şanda YNKê de, Ala Talebanî, Xalid Şiwanî û Arêz Ebdullah hebûn. + +Roja 8ê Sibatê jî komek ji parlamenterên Tevgera Gorranê li Qendîlê çûbûn serdana rayedarên KCKê. + +Kobanî (Rûdaw) – Partiyên Rojava yên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), beşdarbûna şanda kurdî di kongreyê Cinêv 2 de, û pêşkêşkirina nêrîn û belgeya siyasî ya hevpeymaniya niştimanî ya oposîzyona Sûriyê ji nûnerê erebî û navnetewî Exzer Îbrahîmî re, ku tê de bi hebûn û mafên miletê li Rojavayê Kurdistanê hatiye venasîn, wekî gav û serkeftineke dîrokî dibînin. + +Tê zanîn, şandeke ENKSê di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê Sûriyê de tevlî civîna Cinêv2 bûye. + +Li gorî partiyên ENKSê helwesta hevpeymaniyê li hember şanda kurdî serkeftineke dîrokî ye… + +Dêrsîm (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş beşdarî mîtînga danasîna namzedên şaredariyê yên navend û navçeyên Dêrsîmê yên ‘Hevgirtina Hêzan’ bû. Di mîtînga ku li ser Kolana Cûmhûriyetê ya navenda bajêr pêk hat de derdora deh hezar kesan amade bûn. Demîrtaş got ku dê jixwe li vir şaredariyê bi dest bînin û wiha domand: ";Ne tenê şaredarî, em dixwazin Dêrsîm tifaq û hevgirtina xwe bi temamî pêk bîne. Bila Dêrsîmî dest bidin destê hev, mil bidin milê hev, dil bidin dilê hev; avahiya şaredariyê nebe jî dibe."; +Demîrtaş, ji bo hevdîtîna xwe ya bi gelê Dêrsîmê re dilxweşiya xwe anî zimên û got ku ew hatine namzedên Hevgirtina Hêzan bispêrin we. Demîrtaş wiha berdewam kir, ";Dest û zimanê me naçe, em ji Dêrsîmiyan deng bixwazin. Ji ber ku em dizanin ku dêrsîmiyan carna xwîna xwe dane, carna mal û gundên xwe di vê rê dane, rastî êşkence û stemkariyê hatine; lê belê ti carî gavekî jî paşde navêtine. Ev gelê ku hemû hebûna xwe di rêya azadiya xwe de jidest daye, li ser vê yekê mirov şerm dike ji vî gelî dengan bixwaze. Li hemberî Dêrsîmê em hest bi deyndariyê dikin. Her dengek ku Dêrsîmî diavêjin sindoqa hilbijartinan berpirsyariyê dixe ser milên me."; +Demîrtaş diyar kir ku di çav wan de dengan ne tenê dengdan e û wiha berdewam kir: ";Di heman demê de xwedî derketina berxwedêriya dîrokî ya Dêrsîmê ye."; Demîrtaş got ku dil dixwast ku ji bilî Hevgirtina Hêzan, ‘partiyên pergalê’ li vir hesretê dîtina namzedan bimana. +Demîrtaş anî zimên ku piştî Hevgirtina Hêzan nabe ku hinek hincet û bahane derbikevin pêş. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: ";Yên ku di 1937-1938an de qirkirina Dêrsîmê pêk anîn û digotin, ‘Me beton kişand ser Dêrsîmê’, bila bibînin Dêrsîm hê li ser pêyan e. Di rastiya xwe de ew mantalîteya faşîst li Dêrsîmê hatiye binaxkirin. Bi sayeya Dêrsîmiyan û lehengên wan, hat selmandin ku Dêrsîm ne bêxwedî ye."; +Hevserokê Giştî yê BDPê got ku dê Dêrsîmî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: ";Ev deh sal e Dêrsîmî xwe bi rê ve dibin dê îro şûnde jî dê hûn xwe bi xwe bi rê ve bibin. Wekî din ti alternatîfek li Dêrsîmê bi ser nakeve. Dê Dêrsîmî piştî hilbijartinên 30yê Adarê jî li ser destnîşankirina çarenûsa xwe berdewam bin."; +Di mîtîngê de hima him axaftina Demîrtaş bi dirûşmeya ‘Dêrsîm bi te serbilind e’ hat birîn. Li ser vê yekê Demîrtaş jî got: ";Di rastiya xwe de em we serbilind in. Ger hûn nebûyana em jî nedibûn."; +Demîrtaş derbirî ku 30yê Adarê Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyê ji bo wan tenê nayê wateya hilbijartinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Em neynûka gelê xwe nade bi hezar şaredariyan. Em baş dizanin ku dema qaremanên Kurdan li ber xwe didan, di hişên wan de kursiyên şaredariyan derbas nedibû. Berxwedêrên Girtîgeha Amedê dema serê xwe didan sira xwe nedidan, ne ji bo kursiyên şaredariyan ji bo gel li ber xwe didan. Em dizanin ku dema Mazlûm Dogan zîndan ji faşîzmê re teng dikir, ji bo rojek kursiyek me ya şaredariyê hebe, li ber xwe nedan. Sakîneyan ji bo kursiya şaredariyê temenê xwe di vê rê de nebihurand. Em ê jî her li ser vê ferasetê bin. Ger me spareteya Mahîr û Ûlaşan girtibe, em wekî zarokên Seyîd Riza û wekî nûnerên wî yên îroyîn, em ê her bi ked û xwîdana xwe ya pak di siyasetê de bimeşin. Em ê di 30yê Adarê de careke din îlan bikin ku ji bilî vê feraset û mantalîteyê li ser vê axê feraseteke din pêk nayê."; +Demîrtaş, bal kişand ser tevliheviyên di van demên dawî de li CHPa Stenbolê diqewimin û got, ";Berdin bila li ser namzediya namzedan li hev bikevin, berdin bila li ser kursiyekî li hev bixin. Berdin bila ji bo namzediya şaredariyek partiya xwe bikin rînga boksê. Ev karên wan e. Wan ji bo post û kursî partiya xwe ava kirin, berdin bila li ser postê şaredariyê li hev bikevin. Lê belê têkoşîna me têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ye. Di vî şerî de êdî em ber bi kotayî tên. Em dibînin ku êdî ji çiyayên Minzûr û Dêrsîmê, rûbar diherikin nav bajaran. Agir û alava dilên gêncên Dêrsîmê, dilên me hemûyan dipêçînin. Êdî xwediyê Dêrsîmê heye. Dêrsîm li xwe xwedî derketiye. Li her bihostê axa Dêrsîmê xwîn, xwîdan, ked û canên dêrsîmiyan hene. Dêrsîm wiha bû Dêrsîm. Yên ku vê yekê tênagihêjin, nikarin nûnertiya Dêrsîmê bike."; +Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş got ku Dêrsîmê bi bawerî, ziman û çanda xwe gula vê erdnîgariyê ye. Demîrtaş, di vî warî de wiha domand: ";Peywira me ew e ku gewher û rengîniya Dêrsîmê bidomînin. Kî hewl bide ku li vê erdnîgariyê Elewîtiyê (Raya Heq) tune bike, kî hewl bide li Mezopotamya û li Anatoliyayê, li Iraq, Îran û Sûriyê Elewîtiyê ji nav bibe, bila bizanin ew demana êdî derbas bûn. Îro li Sûriyê, li Lazkiyê êş û jana pitik û zarokên Elewî yên tên kuştin, li Meydana Dêrsîmê di dilê me de jan dide. Lewma divê her kes hişê xwe bigire serê xwe. Gelê Elewî ne bêxwedî ye. Niha li vir her zarokek qehreman ê/a Dêrsîmê, her zarokek Kurdistanê, her zarokek YPGê li cem gelê Elewî ye û dê wan jî biparêze."; +Demîrtaş, di axaftina xwe de Partiya Gel a Komarî CHP rexne kir û got: ";Dema yên din jî hatin, bipirsin, bêjin ku ev evîn û heza Cemaata Fethûlahiyan ji ku hat? Ma heta duh jî ne ev bûn, şoreşgerên pêşverû bi xwînê derdikirin? Yên ku li meydanan, li Dêrsîmê, bi gaz û copan êşkence bi we dikirin, kê bûn? Niha ev evîna hevkariyê ji ku derket? Cemaatekek ku me dike deshilat, xêra wê tune."; +Di dirêjiya axaftinê de Demîrtaş got ku gel bila hesab digel BDPê ji hemû partiya bipirse û wiha pê de çû: ";Gel bila hesab ji me jî bipirse. Gotinên me li her derê yek in. Em serbilind in û em destpak in. Bila BDPê jî CHP û AKPê jî derbixin pêşberî dadgehê. Hemû ‘tawanên’ me axaftin in. Hemû hebûn û sermiyana me jî zimanê me ye. Me çi kirî bi zimanê xwe kiriye. Em amade ne, hesabên axaftinên xwe bidin. Bila sibe dadwer ji me bipirse, ‘We gotiye ku ziman û çandek cûda ya Kurdan û Elewiyan heye û welatê wan Kurdistan e? We gotiye ku gerîla zarokên vê gelî ye?’. Em ê bêjin ku rast e me gotiye em ê dîsa bibêjin, sed hezar carên din bibêjin. Gelo ew derbikevin pêşberî dadwer û dadwer bibêje ku ‘ev qutiya pêlavan a we ye?’ dê ew jî bikarin bibêjin ku ‘belê’."; +Piştî axaftinan Demîrtaş derbasî Şaredariya Dêrsîmê bû. Li vir serdana Şaredar Edîbe Şahînê kir. Pêş serdanê li ber avahiya şaredariyê Demîrtaş rojeva Tirkiyê ji rojnamevanan re nirxand. Demîrtaş, têkildarê pêvajoyê got ku êdî hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê AKPê divê bibîne ku bi gotinên pûç pêvajo bi pêş nakeve, pêwîst e hikûmet gavên berbiçav biavêje. + +Demîrtaş destnîşan kir ku niha pêvajo yekalî dimeşe. Demîrtaş di vî warî de wiha pê de çû: ";Serokwezîr Erdogan li meydana li pêşberî gel dibêje ku aştî aniye welat û dibêje ew xwedî li pêvajoyê derdikevin. Lê belê di vî warî de yek gavek şênber û berbiçav tune. Madem serokwezîr siyaseta pêvajoyê dike, wekî siyasî û rewiştî bila pêdiviyên wê bi cih bîne."; + +Demîrtaş, têkildarî 5emîn Pakêta Demokrasiyê jî got ku aliyên wê yên erênî û neyînî hene, lê belê diyar e AKPê bi piranî di çarçoveya pêdiviyên xwe de ev pakêt derxistiye. Demîrtaş derbirî ku ev pakêta tena serê xwe ji bo berdewamiya pêvajoyê têr nake. +Der heqê îdîaya ku ‘BDP dê piştî hilbijartinên herêmî li Bakur xweseriyê rabigihîne’ de Demîrtaş diyar kir ku jixwe ew bi salan e xweseriyê ava dikin. Demîrtaş wiha pê de çû: ";Xweserî ew e ku gel bi awayekî herêmî li cihê ku lê dijîn xwe bi rê ve bibin. Îro ji bilî partiya me, serokên hemû partiyên din dikarin bi tena serê xwe biryar bidin. Tu eleqeya wan bi ziman, çand û baweriya gel tune. Şaredariyan wan partiyan bûne şaredariyên bertîl û rantxuriyê. Ji xweseriya demokratîk mebesta me, avakirina rêveberiyekê ye ku ji hemû ziman, çand û vîna gelan re rêz digire."; +Herwiha Demîrtaş got ku divê şandeyên cûda biçin Girava Îmraliyê serdana Serokê PKKê Abdullah Ocalan bikin. + +Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, Partiya Kedê EMEP, Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP, Partiya Komînîst a Tirkiyê TKP-1920, Partîzan, Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Dêrsîmê din bin navê ‘Hevgirtina Hêzan’ beşdarî hilbijartinên herêmî dibin. Di mîtîngê de hunermend Ferhat Tûnç, Seroka Giştî ya ESPê Fîgan Yuksekdag jî amade bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku li nav bazara bajarê Tirbespiyê saet di 19.00’an de êrîşek bi tirimbêleke bombebarkirî pêk hat. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. + +Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku saet di 19.00’an de li nav bazara bajarê Tirbespiyê li nêzîkî Dêra Suryanan a bajêr êrîşeke bi tirimbêleke spî ya ji curê ‘Hyundai’ ku beriya demeke kurt li vir hatibû rawestandin ji dûr ve hate teqandin. + +Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî dijwar e û rakirine nexweşxaneya bajarê Qamişlo. + +Navên birîndaran jî wiha ne: Şiyar Ebdilrehman, Mesûd Yeiqûb û Mufîd ku paşnavê wî nehate zanîn. + +Hêzên Asayîşa PYDê tavilê berê xwe dane cihê buyerê û li vir lêkolîn dane destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî serdana Herêma Kurdistanê û cIvîna digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên hikûmetê, Balyozê Mecaristanê yê Îraqê Tebor Satmarî serdana Fermangeha Têkeliyên Derve kir û digel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa civiya. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Balyozê Mecaristanê yê Îraqê behsa encamên serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û civîna digel Serokwezîrê Kurdistanê, wezîrên Çavkaniyên Sirûştî û Xwendina Bilind kir û ew civîn bi civînên berhemdar bi nav kir. + +Satmarî got ku, Mecaristanê digel Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê îmze kiriye û li gor wê peymanê dê her sal 30 xwendekarên kurd ji bo xwendinê biçin Mecaristanê û li zanîngehên wî welatî berdwamiyê bi xwendina xwe bidin. + +Berprisê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember serkeftina serdana şandeya Mecaristanê bo Herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, Mecaristan sûd ji derfetên berhemanînê yên li Herêma Kurdistanê werbigire. + Her di vê civînê de pirsa penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê û gihandina pêdiviyan bi wan penaberan hat gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pereyên petrola Herêma Kurdistanê ya ku dê di rêya boriya petrolê re bigihe Tirkiyê wê di banka Halkbank de bêne komkirin. + +Li gor medya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî got ku helwestên hikûmeta navendî li Baxdayê li dijî hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re ye û wek ";helwesteke siyasî û ne destûrî"; da zanîn. + +Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Dolmabahçê li Stenbolê de destnîşan kir ku ewê pereyên petrola Herêma Kurdistanê di banka Halkbank a Tirkiyê de kom bikin. + +Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê û pirsgirêka hinartina petrolê bi hikûmeta navnedî li Baxdayê re gotûbêj kir. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ewê roja duşemê biçe Baxdayê û li ser pirsgirêka petrolê dîsa bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinan pêk bîne. + +Nêçîrvan Barzanî duh bi serokatiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê. + +Herêma Kurdistan û Tirkiyê di meha mijdarê ya borî de rêkeftinek îmze kirin ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyê ku navbera her du aliyan hatiye danîn, bigihe Tirkiyê û ji wir li bazarên cîhanê bê firotin. + +Piştî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê her roj 15 hezar bermîl petrol bo Tirkiyê dişîne û biryar e li gor pilana ku hatiye danîn, heta dawiya 2014an her roj 400 hezar bermîl petrol bê şandin. + +Rêveberê Halkbankê di operasyonên 17ê kanûna 2013an ên ";li dijî gendelî û rişwetê"; de, ji ser kar hat dûrxistin û rêveberek nû jê re hat destnîşankirin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin de got ku ew rêveberî bi tenê ji yek alî de hatiye ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê nahiyeya Silêman Beg a ser bi bajarokê Duzurmatû yê parêzgeha Selahedînê ragihand ku niha şerekî giran di navbera Artêşa Iraq û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî rêxistina Qaîde diqewime û artêş neçar maye ber bi dervey nahiyeyê vekişe. + +Rêveberê nahiyeya Silêman Beg Talib Beyatî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Şerekî giran niha di navbera artêşê û DAÎŞê de li nav kuçe û kolanên Silêman Beg berdewam e û artêş neçar maye zirpoşên xwe ber bi dervey nahiyeyê vekişîne, çekdarên DAÎŞê jî hîn li nava nahiyeyê ne";. + +Beyatî got ";Bi tenê hêzên polîs piştgiriya artêşê dikin li Silêman Beg û hêzên asayiş û pêşmerge bi ti awayekî tevlî şer nebûne";. + +Beyatî diyar kir ku artêşê niha derdoa nahiyeyê dorpêç kiriye û piraniya nişteciyên Silêman Beg ku hejmara wan nêzîkî 14 hezar kes e ber bi bajarên din ve reviyane. + +Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, rêveberê nahiyeya Silêman Beg bal kişand ku çend kuştî û birîndar di nav polîs û xelkê sivîl û çekdarên DAÎŞê de jî hene, lê ti hejmarek li cem wî nebû. + +Roja pêncşemê ya borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser nahiyeya Silêman Beg û ev 3 rojin şer li wir didome. + +Silêman Beg yek ji wan navçeyane ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin û nêzîk rêya serekî ya navbera Kerkûkê û Bexdayê dikeve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Tirkiyê pêgirê peymana enerjiyê ye ya ku di navbera Hewlêr û Enqere de hatiye îmzekirin. + +Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civînê de Erdogan tekez kir ku hikûmeta Tirkiyê pêgirê wê peymanê ye ku derbarê enerjiyê de ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye îmze kiriye. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan piştgiriya Hikûmeta Tirkiyê ji bo wan danûstandinan anî zimane ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de hene, herwiha hêvî xwestiye ku her du alî bigihine rêkeftinekê. + +Li gor daxuyaniyê, civîn di ";rewşeke dostane"; de hat lidarxistin. + +Şanda ku hevaltiya Nêçîrvan Barzanî dikir ji cîgirê serokezîr Îmad Ehmed, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk dihat. + +Ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve jî, wezîrê enerjiyê Taner Yildiz û çend şêwirmend di civînê de amade bûn. + +Di daxuiyaniyê de herwiha hatiye gotin ku di civînê de têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, hewlên avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraqê, hilbijartinên bê yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî jî hatine gotûbêjkirin. + +Şanda Herêma Kurdistanê piştî civînê duh bi şev vegeriya Hewlêrê. + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro bi helkefta 15emîn salvegera girtina rêvberê PKKê Abdullah Ocalan de, xwepêşandanek li bajarê Silêmaniyê derket. + +Xwepêşanderan sloganên ";Azadî ji bo Ocalan"; dibêjin û daxwaz dikin Hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê Ocalan azad bike. + +Herwiha îro li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê jî xwepêşandan li dijî girtina Ocalan derdikevin. + +Ocalan di 15ê sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin û ji wê demê de li girava Îmraliyê girtî ye. + +Silêmanî (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li hember ragihandina kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş e. + +Di dawiya meha borî de rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat ragihandin. + +Li gor wê rêveberiyê, Rojavayê Kurdistanê li ser 3 kantonan hat parvekirin li Cezîrê, Kobanî û Efrînê û li her kantonekê hikûmetek û encûmeneke yasadanînê hat avakirin. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo û cîgirên wî Emîne Osê û Şamîran Şamûl ku bi serdanekê hatine Başûrê Kurdistanê, serdana Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê kirin û ji aliyê Sekreterê Giştî wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd va hat pêşwazîkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Mihemed Hecî Mehmûd di serdanê de got ";Em bi ragihandina hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş in. Gelê Kurd di dîrokê de gelek ezmûnên xwe yên şoreşê hene, lewma niha li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dare û pêwîste her aliyek siyasî Ii ezmûna niha li Rojavayê Kurdistanê çêbûye xwedî derkeve";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gihişte bajarokê Pîrmam yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê dê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê be. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdwê, şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextyar, Îmad Ehmed, Qadir Hemecan û Ednan Muftî pêk tê. Berhem Salih ji ber ku li dervey Herêma Kurdistanê ye tevlî civînê nabe. + +Roja pêncşema borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran û şandeke pê re civiya. Di civînê de Barzanî got ku ewê roja şemiyê ligel YNKê jî bicive ji bo ku kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin. + +Malpera Melbenda 1 ya YNKê li ser zarê endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî belav kiriye ku ewê îro berî nîvro biçine Pîrmamê û ligel Barzanî bicivin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li nahiyeya Şoreş a girêdayê qeza Çemçemalê mamostayek di nav mala xwe de hat kuştin. Berpirsê asayişa Şoreşê jî dibêje ku heta niha kujer nediyare û sedema kuştinê jî nehatiye naskirin. + +Berpirsê asayişa Şoreşê Îzet Reûf Rehîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Heta saet 8ê şevê malbata wî mamostayî li cem bû, lê saet 5ê sibehê birayê wî telefona wî kir lê wî bersiv neda, dema ku diçin malê dibînin ku hatiye kuştin";. + +Rehîm herwiha got ";Em li benda encamên lêkolîna bijîşka dadê ne ji bo ku em bizanibin bê ew saet çend hatiye kuştin, lê tiştê diyar bûye ku pencereya mala wî şikestiye û kujer ji wir derbasî odeya wî bûye û bi kêrê li stû û zikê wî daye";. + +Rehîm axaftina xwe wiha domand: ";Mala wî mamostayî li nêzîk dibistana Kerkûkê ye, ew di sala 1983yan jidayik bûye û zewicî bû, lê berî 2 salan jina xwe di bin darê zorê de berda, pirsgirêka wî ya sulfeya civakî (selef) hebû û çend caran mala wî rastî êrîşa bi guleyan hatibû û 2 jinên malê birîndar bûbûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat. Şaxê ENKSê li Tirbespiyê jî teqîn şermezar kir. + +Şahidekî ku li cihê bûyerê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku teqîn li ber dikanên bazarê li nêzîkî kenîseya Suryanî qewimî û ji bilî birîndaran ziyanên madî yên mezin gihane xanî û dikanên li cihê teqînê. + +Li gorî heman şahidî, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û birîna yekî ji wan girane, lewra ew ji bo nexweşxaneyek Tirkiyê hatiye rakirin. + +Şahidê bûyerê herwiha got ku piştî teqînê hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gihiştin cihê bûyerê û dever dorpêç kirin. + +Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe. + +Derbarê bûyerê de şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê daxuyaniyek da û tê de teqîn şermezar kir. + +Di daxuyaniya ENKSê de jî hatiye gotin ku di teqînê de 4 kesên birîndar bûn û birîndarê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînên wî, ew rakirin nexweşaneyeke Tirkiyê";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de got ku ew wî ";karê terorîstî û qirêj"; ku ewlekarî û aramiya navçeyê têk dibe şermezar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) Atlan Tan ragihand ku ew karsazên mezin ên Tirkiyê ku sixêf û dijûn li Kurdan kirine divê bêne cezakirin. + +Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan diyar kir ku her du karsazên avahiyan ên bi navê Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin gelek sixêfên xirab ji gelê Kurd re kirine û pêwîste bêne darizandin. + +Tan di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de got ";Ew kes dibêjin kurdê herî baş, kurdê miriye, û sixêf ji dayik û namûsa Kurdan re gotine û dengê wan jî hatiye tomarkirin";. + +Altan tan destnîşan kir ku ne bese wan projeya çêkirina pira li ser bajarokê Hiskêfê û rêya Wan û Amedê birine, li Başûrê Kurdistanê jî projeya çêkirina Balafirgeha Navdewletî Hewlêrê jî standine. + +Parlamenterê BDPê yê Amedê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêwîste bizanibin Ozaltin û Cengîz ên ku projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê bi milyar dolarî standine, heman kesin ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine. + +Altan Tan herwiha got ";Wê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan çawa Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin biparêze, eger karî careke din li ser wan veşêre, helal be jê re, wê demê ew pirojeya tirêna bilez û pira ku bi dirêjiya 1100 mitrî li ser ava bajarokê Hiskêfê dê ava bike û projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê helal be ji wan re";. + +Tan bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got ";Heyfa wî û Kurdistanê eger bi rastî wê projeya balafirgeha Hewlêrê bide kesên wiha ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de yê ku berê di ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve dihat birêvebirin, dê ji niha û pê ve di destê kantona Cezîrê de be. ENKSê jî ji bo vê yekê civîneke awarte li dar dixe. + +Duh şandeke hikûmeta kantona Cezîrê bi serokatiya Ekrem Hiso serdana deriyê Sêmalka kir û ligel rêveberiya derî civiya. Li gor medyaya nêzîkî PYDê, di civînê de biryar hat standin ku ji niha wê pê ve rêveberiya derî dê li di bin sêbera rêveberiya xweseriya demokratîk de kar bike. + +Deriyê Sêmalka di destpêka sibata 2013an de û bi biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê hat vekirin ji bo ku alîkariyên mirovahî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û herwiha bazirganî û çûn û hatin tê de çêbibe. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, komîteyên hevbeş yên ENKSê û PYDê derê bi rêve dibirin, lê di cotmeha borî de PYDê bi biryareke tekane derî girt û xiste bin kontrola xwe. Rêveberiya derî li aliyê Başûrê Kudistanê jî hertim gotiye ku wan derî li alî xwe negirtine û nagirin jî. + +Vekirina derî yek ji encamên avakirina Desteya Bilind a Kurd (DBK) bû ku di tîrmeha sala 2012an de bi rêkeftina ENKSê û PYDê de hat damezirandin û ji wê demê de her var astengî li ber karên wê derdiketin û biryarên wê bi tenê li ser kaxizan man. + +Niha jî ku PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiya xweseriya demokratîk ava kirine, hin bi hin hemû saziyên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ava kirine û berê biryar û karên xwe dispartin DBKê, niha xwe bi ser vê rêveberiya nû ve dihesibîne. + +Serokê hikûmeta kantona Cezîrê Ekrem Hiso jî di civîna xwe ya ligel rêveberiya deriyê Sêmalka ev yek tekîd kir û got ku hemû sazî û komîteyên deriyên sînorî divê tevlî rêveberiya xweseriyê bibin û di bin sêbera wê de karên xwe bikin. + +ENKSê jî ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê û tevlî xweseriya demokratîk nebûye, derbarê van guhertinên nû de civîneke awarte li dar xist û hîn nediyar e bê helwesta wê dê çi be û bi çi awayekî ligel van guhertinên nû reftarê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de hat girtin, Hikûmeta Tirkiyê ew xiste girtîgeha li girava Îmraliyê. + +Li gor ajansa DHAyê ji dema ku Ocalan ketiye Îmraliyê û heta niha malbatê wî 215 caran pê re hevdîtin pêk aniye û ji bilî van sê salên dawî parêzerên Ocalan ku ji 150 parêzerî zêdetirin 600 carî pê re rûniştine, şandên BDPê û HDPê jî 16 caran çûne Îmraîliyê û ligel Ocalan hevdîtin pêk anîne. + +Herwiha ji dema ku Ocalan ketiye girtîgeha Îmraliyê, 4 rêveberên girtîgehê hatine destnîşankirin, yekem kes Mistafa Koçer bû ku ji ber hin kêmasiyên li gor hikûmeta Tirkiyê wê demê, hat guhertin û Ahmet Arcan anîn şûn wî, ew jî 5 salan ma û piştî bi nexweşiya dil mir Unal Şaşmaz şûna wî girt, lê 6 meh derbas nekir û di sala 2005an de Ahmet Dozman rêveberiya girtîgehê wergirt û heta niha ew maye. + +Dibêjin rola rêveberê girtîgeha Îmraliyê Unal Şaşmaz di başkirina rewşa girtîgehê ji Ocalan de gelek heye. Wî telefizyona 42 bosa ye û 12 kenalên telefîzyonê anî, û her dîsa wî piraniya pirtûkên pêwîst ji Ocalan re peyda dike û hemû pirtûk, kovar û rojnameyên ku Ocalan dixwîne li odeyekê tên bicîkirin, yek tişt jê nayê avêtin. + +Dema Ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan anîn girtîgeha Îmraliyê, 10 keştiyên kevin hebûn, ew jî zû zû xirab dibûn, pişt re Wezareta Dadê ya Tirkiyê keştiyek nû rêkir, lê dema ku ew jî têrê nekir, sala 2012an rêveberiya ewlekariyê keştiyeke nû ku li hember her şert û mercî karibe biçe û bê dabîn kirin, lê ev sê salin bi hênceta ku keştî xirab bûye, parêzerên Ocalan naçin Îmraliyê, lê di heman demê de şandên BDPê diçin. + +Li girtîgeha Îmraliyê zêdetirî 700 leşker û karmendên ewlekariyê hene. Sala 2009an girtîgeheke nû li wê derê hat çêkirin û 8 girtiyên nû anîbûn wir, Ocalan piştî ku 4 salan li wir derbas kir, ji ber ku teng bû û mercên wê bi nerênî bandora xwe li ser tenduristiya wî çê dike, ji wê girtîgehê careke din anîn girtîgeha kevin, lê piştî ku mercên wê baştir kirin û bijîşk û pisporên bijîşkî jî herdem li wir amade ne û her 15 rojan Ocalan pişkinîn û fehis dikin. + +Her li gor heman ajansê, li ciyê ku niha Ocalan lê dimîne qada lîskê heye û dem bi dem ew bi hevalên xwe re vulaybolê dilîze û rojekê ji heftiyê jî bi hevalekî xwe re tenês dilîze. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda YNKê de pêkanîna hikûmetê, rewşa YNKê û pirsgirêkên Iraqê hatine gotûbêjkirin. Li gorî berpirsekî YNKê, civîn gellekî baş û erênî derbas bûye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (15.02.2014) li devera Pîrmam a Hewlêrê bi şandeke YNKê re civiya. + +Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, li ser naveroka civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, civîna şanda YNKê bi birêz Mesûd Barzanî re pir pir baş û erênî bû. Barzanî di icvînê de behsa pêkanîna hikûmetê kirk u divê di hefteya bê de wezaretên serekî yên hikûmetê bên parvekirin. + +Li gorî Qadir Hemecan, Barzanî têkez li ser hevpeymaniya navbera PDK û YNKê kiriye û gotiye, ";Divê hem bi hev re xwe ji guhertinên Iraqê re amade bikin"; û li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî wiha gotiye: ";Divê em di pêkanîna hikûmetê de lez bikin."; + +Derbarê nêzîkbûna navbera PDK û Tevgera Gorranê, kargêrê polîtburoya YNKê wiha axivî: ";Barzanî di civînê de got ku pêwendiyên navbera PDK û Gorranê de ne li dijî YNKê ye her wiha pêwendiyên navbera PDK û YNKê jî ne li dijî ti aliyekî ye."; + +Hakim Qadir Hemecan, da zanîn, di civîna Barzanî de li ser rewşa nav YNKê jî hat axaftin û têkez hat kirin ku divê di demek kurt ew arîşe bên çareserkirin. + +Li ser sedema beşdarnebûna Berhem Salih jî, Hemecan got, ji ber ku çûye derveyî Herêma Kurdistanê nikarîbû beşdarî civînê bibe. + +Şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed, Hakim Qadir û Ednan Muftî pêk hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sebrî Ok, helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember kantonên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYDê û hinek partiyên din ên Rojava ve hatine avakirin, rexne kir. Ok, li ser Kongreya Netewî ya Kurd jî got, heta xweseriya demokratîk a Rojava neyê naskirin kongre nayê lidarxistin. + +Endamê Desteya Reveber a KCK'ê Sebrî Ok daxuyaniyên Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa yên li ser rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku gotibû, ";ew kantonên li Rojava weke hikûmetekê nas nakin"; nirxand û diyar kir ku YNK ku di nava hikûmetê de cih digire beriya niha ragihandiye ku ew piştgiriyê dide kantonan, lewma daxuyaniya dawî ya li ser navê hikûmetê hatiye kirin nakok û hevnegirtî ye. + +Sebrî Ok, diyar kir ku di vê daxuyaniyê de rola PDK'ê xwedî bandor e û destnîşan kir ku her çend di vê daxuyaniyê de navê hikûmetê hatibe bilêvkirin jî, ev siyaseta PDK'ê ye. Ok axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî YNK û Tevgera Gorran herî kêm 13 partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin xweseriya demokratîk û kantonên li Rojava û wan nas dikin. Bi tenê PDK'ê daxuyanî neda."; + +Sebrî Ok bibîr xist ku ev daxuyanî dema ku Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Surreya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana nameya Ocalan a ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re nivîsandibû, pêşkêş kirin, hatiye dayîn, ev jî watedar e. + +Sabrî Ok da xuyakirin ku di roja hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev daxuyanî da de, li Rojavayê Kurdistanê çeteyên El Qaîdeyê êrîşî gel kirine û destnîşan kir ku vê daxuyaniyê di nava Kurdan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye. Ok got, "Azadbûna her parçeyekî Kurdisatnê gelo ne xewna gelê Kurd e? Eger bi vî rengî be, hingî ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, xizmetî kîjan armancan dike?" + +Ok, îdia kir ku roja ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew rêveberiya demkî ya Rojava nas nakin hêzên El Qaîdê êrişî gundên kurdan li Rojava kirin û wiha got: ";Li parçeyekî Kurdistanê gelê me bi hêza xwe, li ber xwe daye û şoreşeke bi rûmet pêk aniye. Vîna rêveberiya xwe derxistiye holê û kantonên xwe îlan kiriye. Çima PDK vê qebûl nake? Bêguman mirov wateyê nadin vê. Kurd bêguman nikare wateyê bidin vê û jê nerazî ne. Yanî tevî Başûrê Kurdistanê azadbûna Rojavayê Kurdistanê wê zirareke çawa bide gelê Kurd? Azadbûna her parçeyekî Kurdistanê ma ne xeyala gelê me hemûyan bû? Tevahiya gelê me wê bi vê serbilind û kêfxweş nebe? Başe wê demê ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, bi rastî jî xizmeta kîjan armancê dike? Ev daxuyanî xizmeta çi dike?" + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sebrî Ok da xuyakirin ku yên herî zêde li dijî xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û nas nakin, dewleta Tirk û hêzên serdest in û got, "Gelan bi coş û heyecaneke mezin kanton pêşwazî kirin. Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê nas nake, wê demê bi kê re di heman xetê de cih digire? Çima li hemberî azadî û nirxên gelê Kurd helwesteke dijber tê nîşandan? Ev metirsîdar û şaş e. Ya rast, hurmetdayîna ji vîna gel e." + +Ok, anî ziman ku xweseriya demokratîk û kantonên Rojava, di rêveberiya xwe ya demokratîk de de cih dide hemû gelan û komên ji baweriyên cuda û gotinên xwe bi vî rengî dewam kir: "Tevî Ereb, Asûrî û Suryaniyan, civatên cuda yên bawerî û etnîkî hene. Di komîsyonên kantonan û wezaretan de gellek mirovên nekurd hene. Nenaskirina sîstemeke ewqas demokratîk, ku dikare ji gelên herêmê re bibe modêlek, gellekî metirsîdar e. Ev yek bi kêrî berjewendiyên gelê Kurd nayê. Pêşniyara me ew e ku hîn bêtir helwesteke semîmî were nîşandan, ji vîna gelê Kurd re hurmet were dayîn û nêzîkatiyeke têgihiştî û erênî were nîşandan." + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Ok derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de, ku demeke dirêje amadekariyên wê hatin meşandin lê belê pêk nehat de, sedema xitimandina xebatên kongreyê bi vî rengî rave kir: "Xebatên kongreya netewî berê xitimî bû. Sedema yekemîn a xetimandinê, pirsgirêka serokatiya kongreyê bû. Ya duyemîn jî delegasyon bû. Pirsgirêkên delegasyonê dibe ku bi hêsanî bihata çareserkirin. Hevserokatî jî hat pêşniyarkirin lê belê Birêz Barzanî qebûl nekir, di cih de nedît." + +Ok, da zanîn ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Barzanî de kongreya netewî ji nû ve xistiye rojevê û got, "Em hêvîdarin ku wê di vê mijarê de pêşketinên erênî rû bidin. Rêberê me ji bo yekitiya navbera Kurdan her tim ketiye nava hewldanan. Timî perspektîf afirand. Gavên pratîkî avêt. Niha jî vê berpirsyariya xwe bicih tîne."; + +Ok got, "Bi zîhniyetê ku dibêje ez Rojava nas nakim re, wê kongreya netewî ya Kurd çawa bê lidarxistin, nizanim. Eger wê kongreyeke netewî ya Kurd bê lidarxistin, divê beriya her tiştî şoreşa Rojava ya gelê me bi hêza xwe pêk aniye û rêveberiya demokratîk a gelê me bi vîna xwe afirandiye, nas bike." + +Sebrî Ok da xuyakirin ku pêwîste pirsgirêkên ji ber nêzîkatiya li Rojava bên çareserkirin û got, "Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, vîna demokratîk a gel neyê naskirin, behsa kongreya neteweyî ya Kurd nikare bê kirin. Gava yekemîn û ya herî girîng a ji bo vê yekê jî ew e, ku her kes polîtîkayên xwe yên der heqê pêşketinên li Rojava de di ber çavan re derbas bike, şoreşa Rojava û xweseriya demokratîk bipejirînin û hêzê bidinê. Ancax li ser vê bingehê kongreyeke neteweyî dikare were lidarxistin. Di rewşeke berevajî de her tiştên hatine nîqaşkirin, wê bi tenê mîna nîqaşê bimînin. Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li xweseriya Rojava û nêzîkatiya li kantonên Rojava ji bo kongreya neteweyî diyarker e. Ev ji bo PKK'ê jî, ji bo hemû komên din ên Kurd jî wiha ye. Tu dê li aliyekî vîna gelekî red bikî, li aliyê din jî behsa kongreya netewî bikî. Ev rewşeke pêkenok e û ne hevgirtî ye. Lewma em nêzîkatiya li Rojava esas digirin." + +Wî rayedarê PKKê, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê jî got, "Bi partî û rêxistinên ku 5 meh in li Başûr nikarin hikûmetê ava bikin re, gelo kongreya netewî ya Kurd a ku lezgîn e û bi qasî lezgîniya wê zehmet e, çawa dikare were lidarxistin? Diyare ku ne hêsan e. Ji ber ku di vir de carina berjewendî derdikevin pêş. Hîn bêtir derdikeve pêş ka kî dê zêdetir di desthilatdariyê de cih bigire. Pirsgirêkên bi vî rengî di heman demê de nîşan didin ku kongreya netewî ya Kurd jî bi pirsgirêkên bi çi rengî dikare pêk were." + + +Hewlêr (Rûdaw) - Di 1ê Cotmeha sala 1998an de Serokomarê wê demê yê Tirkiyê Silêman Demîrel di Parlamentoya Tirkiyê de gef li Sûriyê xwar û got ku eger Sûriye dest ji piştgiriya Ocalan bernede dê Tirkiyê berevaniyê li xwe bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di ser girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 15 sal derbas bûn. Lê digel vê yekê jî li piraniya Bakurê Kurdistanê nerazîbûna li hemberî girtina Ocalan bi hemû germahiya xwe berdewam dike. + +Birayê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan deriyê mala xwe ji Rûdawê re vekir û behsa yekemîn hevdîtina xwe ya li Îmraliyê kir. + +Mihemed Ocalan diyar kir ku ew di hevdîtinê de kelogirî bûye û dema birayê xwe di zindanê de dîtiye pir xemgîn bûye û got ";Belkî hêstir hindik bi çavan ketin. Belkî bê me jî ketine ez nizanim. Niha ez diaxivim dibe ku dîsa hêstir bi çavên min bikevin. Ev ti‏tekî asayî ye. Lê me got em ê sekneke ba‏ a rast nî‏an bidin. Wextê hate girtin, ti‏tekî pir giran bû. Tu nizanî çi bikî, çi bibêjî. Psîkolojiyeke pir giran bû";. + +Mihemed Ocalan destnî‏an kir malbata rêberên hemû partî û firaksiyonan di nava dewlemendiyê de dijîn lê ti mal û milk li ser Ocalan tine ye. Ocalan ne ji bo malê dinyayê tenê ji bo azadiya Kurdistanê têko‏iyaye. + +Mihemet Ocalan herwiha got ";Serok rojek dibêje; min tenê rojek jî ji dayika xwe re 4 metre bez ji bo kiras yan jî xiftan jê re ne‏andiye. Min pereyê rêxistinê jê re ne‏andiye";. + +Gundiyên Amarayê ku di heman demê de gundiyên Ocalan in jî ji ber rew‏şa Ocalan xemgîn in. Ew dixwazin Ocalan êdî serbest bê berdan. + +Beriya 10 salan li Tirkiyeyê nîqa‏şên azadkirina Ocalan jî xeyal bûn. Lê niha ev xeyal gav bi gav ber bi rastiyê ve diçin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdilhemîd Hec Derwîş ragihand ku rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û hevalendên wê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine ne rêveberiyeke neteweyî ye. + +Ebdilhemîd Hec Derwîş ku endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê ye li Cenêv, ji rojnameya el-Şeriq el-Ewset re axifî û behsa danûstandinên Cenêvê û xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kir. + +Derbarê helwesta Kurdan di danûstandinên Cenêvê de, Hec Derwîş got ";Di danûstandinan de ez nûneratiya Sûriyê û nûneratiya Kurdan dikim, herwiha ez zêdetirî hemû Ereban nûneratiya Ereban jî dikim";. + +Hec Derwîş ku ev zêdetirî salekê ye ji Sûriyê derketiye û li bajarê Silêmaniyê dijî, diyar kir ku ne Kurd û ne jî Durzî Sûriyê perçe nakin. + +Derbarê Elewiyan de ku serokê Sûriyê Beşar Esed ji wê tayfeyê ye, Hec Derwîş bal kişand ku eger komokujî derheqê Elewiyan de çênebin ew jî Sûriyê perçe nakin. + +Derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk de a ku PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha borî de li Rojavayê Kurdistanê ragihandin, sekreterê PDPKSê got ";Ew ne rêveberiyeke neteweyî ye, ti sîfeta wê ya neteweyî tine ye, lê ez li dijî vê yekê me, ez dixwazin rêveberiyên xwecihî hebin ji bo ku xizmeta Sûriyê bi tevayî bikin ne tenê li yek herêmê be";. + +Di bersiva pirsekê de derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û kî piştgiriya wê dike, Ebdilhemîd Hec Derwîş got ";Bê guman hikûmet piştgiriya wê dike, ew nikarin vê yekê red bikin û ew bi xwe jî li vê yekê mukir tên";. + +Hec Derwîş diyar kir ku PYDê nikare xwe biguhere û ti kesî wek şirîk û hevpar di desthilatê de jî qebûl nake. + +Derbarê danûstandinên kongreya Cenêv2 de ku duh gera wê ya duyem bi dawî hat û ti rojek ji bo gera sêyem re nehate diyarkirin, endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê got ";Hikûmeta Sûriyê naxwaze bi awayekî cidî danûstandinan bike û zehmet e bê guhertin, ew ti şirîkan qebûl nake";. + +Hec Derwîş hişyarî da û got ";Eger em li hev nekin û negihine rêkeftinekê dê tevahiya xaka Sûriyê têkeve bin kontrola terorîstan";. + +Kerkûk (Rûdaw)- Îro yekşemê 5 polîs û 5 leşkerên Artêşa Iraqê di encama du êrîşên çekdarî de li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin. + +Êrîşa yekem li dijî xala kontrola Taze Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê pêkhat û di encam de 5 polîs hatin kuştin. Herwiha çekdaran kilaşnkov û demançeyên polîsan jî desteserkirin. + +Êrîşa duyem li dijî xala kontrola Şahiriye li nahiyeya Riyaz a Kerkûkê pêkhat û tê de 5 leşkerên Artêşa Iraqê hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn. + +Di heman êrîşê de 3 Humarên Artêşa Iraqê hatin şewitandin û çekdaran dest danîn ser çekên leşkeran. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ev zanyarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kirin û got ku grûpên çekdarî êrîşên xwe li dijî xalên kontrolê zêdetir kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ti biryar nebû ku şanda Herêma Kurdistanê îro yekşemê biçe Bexdayê û ew serdan dê di dawiya vê heftiyê de be. + +Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Berî niha hatibû gotin ku îro yekşemê dê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, lê ji destpêkê ve ti biryareke wiha nebû û ew serdan dê dawiya vê heftiyê pêk were";. + +Dizeyî herwiha got ";Di serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de dê du mijarên serekî bêne gotûbêjikirin ku pirsgirêka budceyê û dosyeya enerjiyê ne";. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê dê heman endamên şanda berê bin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê piştgirî dan rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê. + +Ew rêveberî di dawiya meha borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û li gor wê hikûmet û encûmenên yasadanînê li her sê herêmên Cezîre, Kobanî û Efrînê yên ku wek kanton hatine diyarkirin, hatin avakirin. + +Di rêveberiyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, cih nagire. + +Ev çend rojin şandeke Wezareta Derve ya kantona Cezîrê bi serokatiya Salih Gedo li Başûrê Kurdistanê ye û duh ligel berpirsên Gorran, Yekgirtû û Komel civiya. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, di her sê serdanan de, berpirsên Gorran, Yekgirtû û Komel piştgiriya xwe ji rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û xwestin ku her aliyek piştgiriya wê rêveberiyê bikin. + +Malpera fermî ya PYDê belav kiriye ku di civîna navbera şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê û Tevgera Gorran de, serkirdeyê diyar ê tevgerê Omer Seyid Elî got ku ewê hewl bidin Parlamentya Kurdistanê bi awayekî fermî danasîn û îtîrafê bi rêveberiya xweseriya Rojavayê Kurdistanê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, diyar kir ku şervanên wan bajarokê Cezaa û çend gundên din ên li başûrê bajarokê Tirbespiyê ji bin destê çekdarên radîkal derxistin û xistin bin kontrola xwe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya amerîkî ya Washington Postê, di sernivîsa xwe ya îro de behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka dike û di mijara betalkirina serdana Barzanî ya Amerîkayê de Tora Medyayî ya Rûdawê wek çavkaniya agahiyên xwe nîşan dide. + +Biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 27ê Çileya îsal serdana Amerîka bike û roja 31ê wê mehê bi Serokê Amerîka Barack Obama re hevdîtin pêk bîne lê Barzanî neçû Amerîka û ew serdan jî betal bû. + +Tora Medyayî ya Rûdawê, 3ê Sibata îsal di nûçeyekê de sedema betalkirina serdana Barzanî ya Amerîka eşkere kir û ragihand, sedema serekî ya betalkirina serdana Barzanî ya Amerîka ew e ku 13 sal berê û piştî êrişên 2001 ên li dijî Banka Cîhanî li Amerîkayê, hikûmeta wê demê ya Amerîka navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hêceta ku li dijî hikûmeta Iraqê şerê çekdarî kirine, xistibû nav ";lîsteya reş";. + +Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden jî di pêwendiyeke telefonî de ji Barzanî re gotibû, ji ber ku dema serdanê guncwa nebûye ev serdan pêk nehatiye, lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Rûdawê re got: ";Serok Barzanî nekarî serdana Amerîka bike nek Obama derfeta dîtina wî nebûye."; + +Fua Husên, her wiha da zanîn ku Biden ji Barzanî xwestibû, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka pêşve biçe çimkî Obama bi girîngî li pêwendiyên her du aliyan dinêre. + +Rojnameya Washington Post, di sernivîsa xwe ya îro de cih daye vê mijarê û Rûdaw wek çavkaniya agahiyên xwe nîşan daye û wiha ragihandiye, ";Neçûna Mesûd Barzanî bo Amerîka hinekî bû sedema dilgiraniyê ji ber ku Amerîka û Kongrêsê nekarîne heta niha bingeha nakokiyên navbera Washington û kurdan çareser bikin."; + +Wê çaxê jî Rûdawê ragihandibû ku çareserkirina kêşeya han bi tenê ji aliyê Obama ve nayê çareserkirin. + +Washington Postê, lînka nûçeya Rûdawê bikar aniye ku roja 26ê Çile hatibû belavkirin û behsa serdana Barzanî ya Davosa Swîsre dike, her wiha wê rojnameya amerîkî behsa nûçeyeke Rûdawê dike ku tê de hatiye gotin, Koşka Spî piştevaniya derxistina navê PDK û YNKê ji nav lîsteya reş a Amerîka dike. + +Lînkên Rûdawê yên ku Washington Postê bikar aniye: + + http://rudaw.net/english/kurdistan/260120141 + +http://rudaw.net/english/kurdistan/120220141 + +http://rudaw.net/english/kurdistan/040220143 + +Hewlêr (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, diyar kir ku her wezareta ku bû pişka Gorranê merc nîne hemû karmendên wê endamên Gorranê bin û wiha got: ";Em her kesî nakin wezîr û wezîrên ku ji rêya xwe derbikeve emê wî ji kar dûr bixin."; +Newşîrwan Mistefa, duh civînek ji komek ji endazyarên endamên Gorranê re çêkir. +Li gorî malpera fermî ya tevgerê, Newşîrwan Mistefa di civînê de behsa arîşe û tengasiyên jiyanê, perwerdê û xirabiya rê û cadeyan û plan û hewlên Gorranê bo çareserkirina wan kêşeyan kiriye. +Li gorî nûçeyê, Mistefa amaje bi beşdariya Gorranê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de kiriye û wiha gotiye: ";Eger wezaretek bibe ya me, emê hewl bidin sîstema karê wê wezaretê biguherînin nek karmendên wê saziyê, eger me karmend jî guhert em hemûyan nakin endamên Gorranê lê kesên ku zana û jêhatî bin emê wan werbigirin."; +Organîzatorê Giştî yê Gorranê her wiha anî ziman ku nahêlin yên ku dibin wezîr, tenê di hizra berjewendiyên xwe de bin divê yên ku dibin wezîr sozên ku Gorranê daye xelkê cî bi cî bikin. +Newşîrwan Mistefa destnîşan kir ku her wezîr û berpirsek ji rêya xwe derbikeve û xwar bimeşe dê ji kar dûr bixin û hesab jê bixwazin. +Tevgera Gorranê di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an a Parlamentoya Kurdistanê de 24 kursî bidest xist û bû hêza duyem li Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî daxwaza 4 wezaretan ji kabîneya nû ya hikûmetê dike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel Endamê Polîtburoya YNKê Berhem Salih bicive. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Berhem Salih ku beriya niha gotibû ";ez heta lidarxistina kongrê endamekî normal ê YNKê me"; dê sibê (17.02.2014) vegere Herêma Kurdistanê. +Li gorî agahiyan, Berhem Salih dê li ser arîşeyên nav YNKê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Barzanî re rûnê. +Barzanî, duh jî bi endamên polîtburoya YNKê (Mela Bextiyar, Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed) re li Pîrmama Hewlêrê civiyabû û li ser aloziyên nav YNKê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj kiribû. +Di civînê duh de Berhem Salih beşdar nebibû. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya wê partiyê re civiya. Di civînê de hat gotin ku divê di pêkanîna hikûmeta nû de lez bê kirin. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di çarçoveya civînên digel hêzê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de îro jî bi Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên din ên polîtburoya partiyê civiya. +Li gorî nûçeyê, di civînê de ku taybet li ser pêkanîna hikûmetê bû, danûstandin û civînên ku şanda PDKê ya pêkanîna hikûmetê bi aliyên din ên Kurdistanê re encam daye hatin gotûbêjkirin û hat gotin, divê danûstandin bi aliyên din re bidome û di demek nêzîk de kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin. +Di nûçeyê de hat gotin ku di civîna Barzanî bi şanda PDKê re hinek biryar derheqê pêkanîna hikûmetê û hevdîtin bi aliyên din re hatine dayîn lê li ser naveroka biryaran tiştek nehatiye gotin. +Hat gotin, di civînê de her wiha behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku biryar e sibê pêk were, hatiye kirin. + + +Dêrsim (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi beşdariya Alîkarê Serokê Giştî yê vê partiyê Fehmî Demîr namzedê xwe yê Şaredariya Dêrsimê da nasîn. Namzedê Şaredariya Dêrsîmê yê HAK-PARê Ahmed Duzgun e. HAK-PARê li navçeyên Dêrsimê namzed destnîşan nekirin, tenê li navendê namzedê xwe ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 30ê Adarê destnîşan kir. +Îro HAK-PARê ji bo danasîna namzedê xwe yê Şaredariya Dêrsimê li hotêla Grand Şaroglû ya li navenda bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Digel rêveberên bajêr, Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmîr Demîr jî di danasînê de amade bû. +Pêş ku danasîna namzedê şaredariyê Ahmed Duzgun, Fehmî Demîr bi axaftinekê bi kurtî qala stratejî partiya xwe kir. Demîr, got ku ew li Kurdistan û Tirkiyê bi siyaseteke nû û nûjen hewl didin bi projeyan pirsgirêkan çareser bikin. Di vî warî de Demîr wiha pê de çû: ";Em hewl didin kêşeyên bingehîn ên Tirkiyê destnîşan bikin û ji bo çareseriya van kêşe û giriftan pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî gelê xwe bikin. Kêşeya bingehîn a Komara Tirkiyê, kêşeya Kurdî ye. Lewra kêşe û giriftên din jî hemû bê derman mane. Siyasetmedar û partiyên siyasî yên ku ji bo çareseriya kêşeya Kurdî pêşniyar û projeyên wan tune, nikarin Tirkiyê bigihînin asta dinyaya nûjen, pêşketî û hemdem. Lewma yên ku qala demokrasiya pêşketî dikin, divê berê her tiştî eşkera bikin ku di warê kêşeya Kurdî çi dihizirin û ji bo çareseriya vê kêşeyê çi piroje û pêşniyarên wan hene."; + +Demîr got ku ji bo bi awayekî yeksan pêkvejiyana Kurd û Tirk, pêdivî bi pergaleke federatîf heye. Herwiha Demîr diyar kir ku li welatên dinyaya nûjen û hemdem, girift û kêşeyên hemwelatiyan li herêmên wan tên çareserkirin, hikûmeta navendî tenê bi meseleyên gilobal re mijûl dibe. +Namzedê HAK-PARê yê Şaredariya Dêrsimê Ahmed Duzgun di axaftina xwe de bi dirêjahî qala nêzîkatî û helwesta partiya xwe hilbijartinên herêmî û şêwazên rêveberiya partiya xwe kir û ji bo pirsgirêkên Dêrsîmê projeyên xwe rêz kir. +Ahmed Duzgun kî ye? + +Ahmed Duzgun di sala 1948an de li bajaroka Mûxûndû ya ser bi navçeya Mazgêrdê ji dayîk bûye. Dibistana Mamostayan qedandiye. Duzgun xanenişîn e û pênc zarokên wî hene. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, namzedekî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ê şaredariya bajarokê Dîcle yê Amedê derbasî BDPê bû. +Li gorî DÎHAyê, namzedê MHPê yê şaredariya bajarokê Dîcle yê Amedê Berzan Tektaş dest ji partiya xwe kişand û ragihand, dê di hilbijartinan de dengê xwe bide BDPê. +Derheqê mijarê de birayê Berzan, Celal Tektaş agahî da û diyar kir, her çiqas birayê wî nameya destberdana xwe radestî MHPê kiriye lê heta niha MHPê ev yek bi fermî qebûl nekiriye. +Tektaş, anî ziman ku ew ji kurdan lêborînê dixwaizn û wiha got: ";Me ji ber vê rewşê şerm kir û em lêborînê ji gelê xwe dixwazin. Emê dîsa wek malbat piştgiriyê bidin BDPê."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê sibê diçe Bexdayê. +Di civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de digel şanda PDKê biryar hat dayîn, şandeke Herêma Kurdistanê sibê (17.02.2014) biçe Bexdayê. +Li gorî agahiyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê ya sibê diçe Bexdayê heman endamên şanda berê ne ku ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û Wezîrê Pilandanînê Elî Sindî û hinek berpirs û şêwirmend pêk tên. +Mijara civîna her du aliyan mîna her car, hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Pêşmerge, bûdceya giştî ye. +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser serdana şanda Kurdistanî ya Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, li Bexdayê dê mijarên serekî yên mîna bûdce û petrolê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya bajarên Mehabad û Bokan li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes mirin û yek jî birîndar bû. +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, îro (16.02.2014) serê êvarê li ser rêya navbera Bokan û Mehabadê otomobîleke ji curê pîkab ji rê derket. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de ji 3 kesên nav otomobîlê 2 kes mirin û yek jî birînar bû. +Derbarê bûyerê de berpirsê polîsê trafîkê yê parêzgeha Ormiyê, Ebas Fermanî got, bûyer ji ber wê qewimiye ku şofêr nekariye otomobîlê kontrol bike û dîreksyon ji destê wî derketiye. +Tê gotin, rêya navbera Bokan û Mehabadê metirsîdar e û her sal gellek bûyerên nexweş rû didin. + + Qamişlo (Rûdaw)- Bi mebesta bihêzkirin peywendiyên di navbera zarokan de, da hizir û ramanên xwe bi serbestî derbirin, Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê hejmarek ji zarokan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kom kirin û bi lîstok, stran, mûzîk û dîmenan rê vekir da zarokên beşdar hemû kêmasiyên jiyanê ji bîr bikin. +Kolmeleya Şawîşka û grûpa wê çend çîrokên folklorî kurdî ji zarokan re anîn ziman. +Pirbûna rêxistinan rê vedike li ber ko hejmarên mezin ji zaroka sûdê wergirin ji çalakiyên wiha, çalakiyên cor bu cor bi rêve diçin da dilpakiya zarokan bin pê nebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tundî bersiva Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû û serokê şandeya Kurd di Cenêv2 de, Hemîd Hac Derwîş da û ew wek ";xayîn"; bi nav kir. +Di daxuyaniyekê de ku bi navê Komîteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Demokratîk, duh, roja 16ê Sibatê, belav bûye, partiya navborî Hac Derwîş bi xiyaneta xwîn û soza şehîdan tometbar kir. +Hac Derwîş di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El Şerq el-Ewset a erebî, ku duh hatibû belavkirin, gotibû ku Rêveberiya PYDê li Rojavayê Kurdistanê ne rêveberiyek Netewî ye û diyar kiribû ku ew vê projeyê red dike. +Hac Derîş herwiha gotibû, bêguman hikûmeta Sûriyê alîkariyê pêşkêşî PYDê dike û tekez kiribû ku ew nikarin vê yekê înkar bikin û ew vê yekê baş dizanin. +Derbarê pêwendiyên ligel PYDê, Hac Derwîş dabû zanîn ku pêwendiyên wî ligel vê partiyê hene lê diyar kiribû ku ev partî nikare siyaseta xwe biguhêre ji ber ku ew hevpariya hikumraniyê red dike. +Di daxuyaniya xwe de, PYDê daxuyaniyên Hac Derwîş weke destpêka êrîşeke tarî û nû li dijî destkeftên ku pêkaheteyên Rojava bidest xistine, nirxandin. +Di vê daxuyaniyê de, PYDê red kir ku girêdayî rejîma Sûriyê be û got, endamên wê ji sala 2003an ve rastî girtin, îşkence û kuştinê hatine. +Di dawiya daxuyaniya xwe de, PYDê diyar kir ku tevahiya destkeftên ku wan bi dest xistine bi saya xêza sêyem e ya ku wan weke rêbaz ji xwe re girtiye. +Tevî ku pêwendiyên partiya Demokrata Pêşverû ligel PYDê xweşbûn û hin şervanên partiya navborî li kêlek YPGê şer dikirin, lê piştî lidarxistina kongreya Cenêvê û beşdarbûna nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd, bi serokatiya Hemîd Hac Derwîş, ev pêwendî têk çûbûn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Her du partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) bi giştî 5 wezîran ji kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Ehmed, ji Rûdawê re got, em ji nav 6 wezaretên Xwendina Bilind, Bajarvanî, Plandanîn, Avedankirin, Çandinî û Kar tenê 3 wezaretan dixwazin. + +Dr. Mihemed Ehmed, li ser alîkarên wezîran jî diyar kir, bi PDKê re gotûbêj kirine li ser vê mijarê û wiha got: ";Ew dibêjin şert nîne hemû wezîrek alîkarên wî/wê hebe çimkî dibe hinek wezîr pêwîstî bi alîkar nebin. + +Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdilsetar Mecîd jî ji Rûdawê re got, di kabîneya heştem a hikûmetê de êdî alîkarê wezîr namîne ji ber ku yekser li pey wezîr dê rêveberê giştî hebe. + +Ebdilsetar Mecîd, li ser daxwaziyên partiya xwe ji kabîneya nû ya hikûmetê jî axivî û ragihand, me navê 6 wezaretan daye PDKê û me ji nav wan wezaretan, tenê 2 wezaret xwestiye. + +Wî berpirsê Komela Îsalmî her wiha anî ziman, wan daxwaza rêveberiya Encucmena Wezîran jî kirine her wiha postên din mîna şêwirmend, qaymeqam û şaredar di hizra wan de heye. + +Partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li pey PDK, Gorran û YNKê di rêzên çaremîn û pêncemîn de cî girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî kurd ";ji ber xatirê keça xwe"; tifinga xwe ya nêçîrê şikand û ragihand, ew êdî naçe nêçîrê. + +Li gorî medyaya Îranê, piştî ku li mamostayekî merîwanî wek nîşandana hevxemiyê li hember şagirdekî xwe pirça serê xwe kur kir û vê çalakiya wî dengek mezin li Îran û cîhanê veda, vê carê jî gundiyekî gundê Derekî yê bajarê Serwava yê parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê karekî hêja kir. + +Welatiyê bi navê Ehmed Ezîzî yê 43 salî, li nav gund û li ber çavên komek gundiyên xwe tifinga xwe nêçîrê şikand û ragihand, ji ber ku keça wê ji kuştina ajelan ditirse ji ber xatirê keça xwe ya biçûk vê yekê dike û êdî naçe nêçîrê. + +Sekreterê Encumena Kesk a Çiya ku navenda wê li bajarê Merîwanê ye û bo parastina jîngehê kar dike, Îrec Qadirî kêfxweşiya ji wî karê Ehmed Ezîzî nîşan da û ragihand, karên wiha bandorek mezin li ser raya giştî û pêşxistina rewşenbîriya civakê di warê parastina jîngehê de dike. + +Îrec Qadirî da zanîn, beriya du hefteyan li gundê Derekî û hinek gundên din ên Serwavayê civîn ji xelkê re çêkirine û ew li ser parastina jîngehê û ajelên kovî agahdar kirine. + +Ev karê wî welatiyê kurd jî mîna çalakiya wî mamostayê kurd li Merîwanê li Îranê û li torên civakî bi taybet Facebookê de dengek mezin vedaye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kordînatorê nû yê Komîsyona Bilind a Penaberan a NY Emanuel Cîniyak, di hevdîtina digel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa de soza alîkariyên zêdetir bo penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Emanuel Cîniyak, îro weke kordînatorê nû yê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî (NY) li Herêma Kurdistanê, serdana Fermangeha Têkeliyên Derve ya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Berpirsê Fermangehê Felah Mistefa ve hat pêşwazî kirin. + +Di civînekê de ku, alîkara berprisê têkeliyên derve Suham Cebelî amade bû, Felah Mistefa karê nû li Emanuel pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze zêdetir hevakrî û hevahengiyê bi Komîsyona Bilind a Penaberan re bike bi taybetî di warê alîkarîkirina penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê de. + +Berpirsê nû yê komîsyonê li Herêma Kurdistanê behsa kar û çalakiyên xwe kir û got ku, di meha borî de wan serdana her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê û kampên benaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê kiriye. + +Cîniyak her wiha amaje bi wan alîkariyan kir yên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û ew alîkarî bilind nirxand û soza alîkariyên zêdetir da. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke pilebilind a îranî bi serokatiya Balyozê wî welatî li Iraqê Hesen Danayîfer, cihê cihê bi endamên polîtburoya YNKê Berhem Salih û Hêro Îbrahîm re hevdîtin pêkanîne. +Li gorî agahiyên medyaya YNKê, balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer îro (17.02.2014) li Herêma Kurdistanê bi awayekî cihê ligel hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û endamê polîtburoya YNKê Berhem Salih hevdîtin pêkanîne. +Li gorî agahiyan, Danayîfer li Hewlêrê bi Berhem Salih re û li Silêmaniyê jî bi Hêro Îbrahîm re civiyaye. +Di medyaya YNKê de zêde behsa naveroka hevdîtinan nehatiye kirin lê li gorî agahiyên Rûdawê, şanda îranî bi mebesta çareserkirina arîşeyên nav YNKê her wiha lihevanîna berpirsên YNKê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. +Her wiha hat gotin, şanda îranî ku ji Bexdayê hatiye Herêma Kurdistanê tenê bi rayedarên YNKê re hevdîtin pêkaniye û jibilî wan bi ti berpirsekî din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin nekiriye. + +Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) – Li gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, piştî ku makîneyên kar ên ku "Rêya Ewlehiyê" li ser sînorê Bakûr û Başûr avadikin, rastî êrîşa çekdarî hatin, leşkeran gule barandin û di navbera koma gundiyan û leşkeran de rageşî pêk hat. Di bûyeran de welatiyê bi navê Nîhat Encu ji piyê xwe birîndar bû. + +Li ser sînorê Koxê Spî yê Robosiya Qilebanê çêkirina "Rêya Ewlehiyê" berdewam dike. Dîwarê ku li ser sînorê hêjmar 15 tê avakirin dibe sedema nerazîbûna welatiyan. +Îro dîsa saet di 14.00'an de komek gundî ji bo ku pêşiya çêkirina dîwar û rêya ewlehiyê bigirin, êrîşî makîneyan kirin. Li hemberî çalakiya komê leşkeran jî gule l ser welatiyan reşandin. Di bûyerê de pevçûn derket. Pişti bûyerê gellek helîkopter hatin cihê bûyerê û bi çekên giran liser çiyê gule barandin. +Nêzîkî 70 kesên ku çalakî pêk dianîn di bin gulebarana leşkeran de man. Ji 70 kesan ku çalakî pêk dianîn jê 20 li milê Herêma Kurdistanê û 50 jî li herema Roboskiyê man. Di encama gulebarana leşkeran de welatiyê bi navê Nîhat Encu ji piyê xwe bi sivikî birîndar bû. + +Welatiyên Roboskiyê ku bûyer bihîstin meşiyan ser sînor û di navbera welatî û leşkeran de pevçûnê berdewam kir. + Hat zanîn ku leşkerekî Fermandariya Tugaya Qereqola leşkeran a Bêcuhê gefa ";Roboskiya duyemîn"; li gundiyan xwariye. +Malbatên Roboskiyê ji bo zarokên xwe yên li derveyî sînor werbigirin, heta niha jî li ser sînorê rawestiyane. Li herêmê balafirên bêbalafirvan bênavber difirin. + +Îzmîr (Rûdaw)- Kesên ku di bûyera mirina 63 penaberên Rojavayê Kurdistanê di ava deryayê de hatibûn tometbarkirin, rasî cezayê dadgehê hatin. + +Li Navçeya Menderesê di 6ê îlona 2012an de 63 penaberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan jin û zarok bûn, dema xwestin bi keştiyê derbasî Yonanistanê bibin, keştiya wan bin av bû û jiyana xwe ji dest dan. + +Piştî bûyerê li kaptanê keştiyê Burhan Yilmaz Cîgirên wî Mustafa Mucuk û Haci Çoban doz hat vekirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, rûniştina tometbaran li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi amadebûna Burhan Yilmaz, Mistefa Mucuk û parêzerên wan hat dîtin. + +Kaptanê keştiyê ku bû sedema mirina her 63 kesan Burhan Yilmaz rastî 20 sal ceza hat. Cîgirê wî Mistefa Mucuk jî rastî 12.5 sal ceza hat. Dîsa li cîgirê kaptan Hacî Çoban jî 5 sal ceza birîn. + +Lê belê li hemwelatiyên Sûriyê Sezar İbrahim û Mîlad Korkis jî 2.5 meh cezayê girtîgehê birîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba derbarê dûrxistina ceneral Selîm Îdrîs ji serokerkaniya Artêşa Azad de got ku wî di rewşek dijwar de rêvebirya Artêşa Azad kir. + +Ehmed el-Cerba daxuyaniyek derbarê dûrxistina Îdrîs ji serokerkaniya Artêşa Azad de belav kir û tê de pesina rola aktîv ya ceneral Selîm Îdrîs di rêvebirina Artêşa Azad de kir. + +El-Cerba got ";Ceneral Îdrîs ev zêdetirî salekê ye di rewşek dijwar de roleke aktîv û erênî lîst di rêvebirina Artêşa Azad de, lewra cih û rûmeta wî parastî ye û keda wî wenda nabe";. + +Encûmena Leşkerî ya Bilind a Artêşa Azad roja yekşemê biryarek ji nişkave derxist û tê de serokatiya erkanên Artêşa Azad ji dest ceneral Selîm Îdrîs derxist û serokatî radestî ceneral Ebdilîlah el-Beşîr kir. + +El-beşîr kesatiyeke leşkerî ya naskirî ye li parêzgeha Quneytira û serokê Encûmena Leşkerî ye li wê parêzgehê ji dema ku encûmen di dawiya sala 2012 an de hat avakirin. + +Heta niha Selîm Îdrîs ti daxuyanî derbarê biryar dûrxistinê de nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Lîwaya Cebhet el-Ekra Elaa Cibo di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê duh ragihand ku Elaa Cibo li navçeya Seken Şebabî Ii taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama topbarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da. + +Elaa Cibo ku bi Ebû Sitêf dihat naskirin, di 13ê vê mehê de jiyana xwe ji dest da, lê fermandariya Lîwaya Cebhet el-Ekrad duh duşemê mirina wî bi awayekî fermî ragihand. + +Ebû Sitêf di sala 1976an de li gundê Qirekûzê li bakurê Helebê hatiye dinê û di destpêka sala 2013an de Lîwaya Cebhet el-Ekrad ava kir. + +Lîwaya Cebhet el-Ekrad li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Kurdan li bajarê Helebê û li navçeyên Kurdan Til Hasil û Til Eranê li başûrê rojhilatê Helebê şer dike. Di tîrmeha sala 2013an de DAÎŞê şervanên lîwayê ji Til Hasil û Til Eranê derxistin. + +li hember vê yekê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê de di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbata Elaa Cibo re xwest. + +Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku rola Elaa Cibo di biratiya navbera Kurd û Ereban di şoreşa Sûriyê de diyar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sêşemê şanda danûstandinan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya sekreterê giştî yê wê partiyê Mihemed Ferec serdana bajarokê Pîrmamê kirin û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. + +Serokê encûmena serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihandibû ku ewê îro sêşemê ligel serokê Herêma Kurdistanê bicivin. + +Civîna Barzanî ligel Yekgirtû di çarçoveya wan civînan de tê ku serokê Herêma Kurdistanê berî niha ligel Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya û ligel wan derbarê avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. + +Mihemed Reûf diyar kir ku Barzanî dixwaze bizanibe bê nêrîna aliyên siyasî çiqasî nêzîkî hev in daku ew jî gotina xwe bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda bilind a Îranê ku duh ligel Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed civiya, îro ligel Polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya û derbarê rewşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de gotûbêj kirin. + +Li gor medyaya YNKê, duh duşemê balyozê Îran li Iraqê Hesen Danayîfer serdana Herêma Kurdistanê kir û bi cuda ligel her yek ji Berhem Salih û Hêro Îbrahîm civiya. + +Li gorî agahiyan, Danayîfer li Hewlêrê bi Berhem Salih re û li Silêmaniyê jî bi Hêro Îbrahîm re civiyaye. + +Di medyaya YNKê de zêde behsa naveroka hevdîtinan nehatiye kirin lê li gorî agahiyên Rûdawê, şanda îranî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên nav YNKê her wiha lihevanîna berpirsên YNKê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. + +Serokê encûmena serkirdatiya Yekgirtû Mihemed Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê şandeke bilind a Îranê bi serokatiya Hesen Danayîfer serdana Polîtbîroya Yegirtû kir. + +Reûf got ";Îran pêvajoyek ji bo çareserkirina rewşa niha ya YNKê destpêkiriye, bi taybet di vê rewşa niha de ku gotûbêjên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomin";. + +Reûf herwiha got ";Şanda Îranê ligel me jî heman mijarê behskirin ku ew li hember rewşa navxwe ya YNKê dilgiranin";. + +Efrîn (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye ragihand ku îro dê cenazeyên 4 şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad li Efrînê bêne veşartin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê got ku şervanên YPGê û hêzên asayişa PYDê di nac koçe û kolanên Efrînê digeriyan û bang li xelkê dikirin daku îro tevlî merasîma veşartina cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad bibin. + +Ew 4 şervan di şerê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li navçeyên derdora bajarê Ezazê yê ser bi parêzgeha Helebê de jiyana xwe ji dest dan. + +Di wî şerî de Lîwaya Cebhet el-Ekrad li kêleka Lîwaya Asîfet el-Şemal a girêdayê Artêşa Azadî şerê DAÎŞê dikin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad dê li Mezara Şehîdan li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê bêne veşartin. + +Ev çend hefte ne Cebhet el-Ekrad û grûpên ser bi Artêsha Azad bi hev re li dijî DAÎŞê şer dikin û heta niha karîne çekdarên DAÎŞê ji gundên Meryemîn û Enabkê derbixin. + +Gundê Meryemînê gundekî Ereban e. Gundê Enabkê jî gundekî têkel e û piraniya xelêk wê Ereb in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji birîndarên teqîna ku roja înê ya borî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, jiyana xwe ji dest da. + +Roja 14/2/2014 derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê pêkhat û di encam de 4 kes birîndar bûbûb. + +Yek ji birîndarên wê teqînê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînê wî ew rakiribûn nexweşxaneyeke Tirkiyê. + +Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Mufîd Hiznî yê ku bi motorê xwe di cihê bûyerê re derbas dibû, îro li nexweşxaneyê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da. + +Heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. + +Di civînên îro yên navbera Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de ku li Hewlêrê hatin lidarxistin, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tehranê hatin gotûbêjkirin. + +Her wiha hat gotin, di civînan de behsa wê hatiye kirin ku divê girîngiyek zêde bi pêwendiyên navbera her du welatan bi taybet di warên bazirganî, aborî û dabînkirina derfetên kar û karsaziyê bo şîrket û karsazên îranî li Herêma Kurdistanê bê dayîn. + +Li gorî agahiyan, di beşek din a hevdîtinên navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û şanda îranî de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û bandora wê li ser deverê hatiye gotûbêjkirin. + +Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer, piştgiriya welatê xwe li hember danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina nakokiyên xwe anî zimên û hêvîdariya xwe nîşan da ku her du alî bikarin bi diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin. + +Danayîfer, duh (17.02.2014) jî li Hewlêrê bi endamê polîtburoya YNKê Berhem Salih û li Silêmaniyê jî bi hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm re hevdîtin pêk anîbû. + +Di wê civînê de zêdetir li ser arîşeyên nav YNKê û lihevanîna rayedarên YNKê hatibû axaftin. + +Her wiha hat zanîn, balyozê Îranê serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî kiribû û bi serokê wê û endamên polîtburoyê re hevdîtin pêk anîbû. + +Li gorî daxuyaniya rayedarên Yekgirtû, di hevdîtina digel wan de jî rewşa YNKê hatiye gotûbêjkirin. + +Hesen Danayîfer û Nêçîrvan Barzanî + + + +Çewlik (Rûdaw) – Li bajarê Çewlikê yê Bakûrê Kurdistanê, welatiyê bi navê Gazî Taşkan ku xwest navê kurê xwe bike "Ciwan", rastî astengiya tîpa "W" hat. Taşkın, anî ziman ku li rojava welatiyekî navê lîstikvanê fûtbolê Alex danî, lê ti pirsgirêk derneket. Lê niha ew navê kurê xwe Ciwan qeyd dike rastî astengiyan tê. + +Li Tirkiyê her çend hikûmet bêje ziman serbest e jî dîsa welatî nikarin li gorî dilê xwe û bi kurdî nav li zarokên xwe bikin. + Welatiyê bi navê Gazî Taşkin xwest navê "Ciwan" li kurê xwe bike lê Rêveberiya Nifûsa Çewlikê ev daxwaza Taşkin ji ber tîpa "W" red kir. + +Taşkin, anî ziman ku karmendê nifûsê bi hêceta ku tîpên "X, W, Q" qedexe ne, navê kurê wî wekî "Ciwan" qeyd nekiriye û wiha got: "Rayedarên Nifûsê gotin tenê dikarin ";V"; binivîsin, lê nikarin "W" binivîsin. + +Taşkin, her wiha diyar kir ku rayedaran xwest navê kurê wî wekî "Civan" qeyd bike, lê wî ev yek qebûl nekir û bêyî ku nasnameya kurê xwe derxe vegeriya. + +Taşkin, destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku pirsgirêka kurd di rojevê de ye, dîsa navên kurdî tên qedexekirin û dîsa tîpên "X, Q, W" qedexe ne. Taşkin, anî ziman ev nakokiyek mezin e û wiha got: "Li Rojava welatiyekî navê lîstikvanê fûtbolê Alex danî, lê ti pirsgirêk derneket. Lê niha ew navê kurê xwe Ciwan qeyd dike rastî astengiyan tê. Li Tirkiyê navê Alex serbest e, lê navê Ciwan qedexe ye. Ez naxwazin navê kurê xwe wekî "Civan" qeyd bikim. Ez dixwazin bi daxwaza xwe navê kurê xwe qeyd bikim." + +Têkildarî mijarê Rêveberê Nifûsê yê Çewlikê Nevzat Aydin anî ziman ku ji ber bi awayekî fermî hê tîpên kurdî serbest nebûne nikarin tiştekî bikin. +Ev di demekî de ye ku di çaremîn ";pakêta demokrasiyê"; de ya ku par ji aliyê hikûmeta AKPê ve hatibû derxistin, qedexeya li ser tîpên kurdî yên W,Q,X bi awayekî siyasî rabibû. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û endamên polîtburoya wê bidawî hat. + +Li gorî daxuyaniya civînê, Mesûd Barzanî û şanda Komela Îslamî behsa pirsa pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, herwiha encamên dawî yên danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de derbarê pêkanîna hikûmetê jî gotûbêj kirin. + +Ji aliyê xwe ve, şanda Komela Îslamî ya Kurdistanê helwesta xwe derbarê pêkanîna hikûmetê de ji Barzanî re ragihand û tekez li ser pêkanîna hikûmeta binfereh kir, herwiha dilgiraniya xwe jî derbarê paşketina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da. + +Di himber de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, soza berdewamiya danûstandinan û pêkanîna hikûmetek binfereh da. + +Herwiha di beşekî din ji civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexda hate nirxandin. Axaftina li ser pêvajoya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiyên pêvajoya nebaş a siyasî û ewlekariya Iraqê mijareke din ya vê hevdîtinê bû. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarêî Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, Asayişa PYDê avêtin ser avahiya radiyoya Arta-FMê û weşana wê ji bilî stranan qedexe kir. + +Rêveberê cîbicîkarê yê Arta-FMê, hunermend Sefqan li ser vê bûyerê ji Rûdawê re got: ";Îro hêzk ji asayişa PYDê ya bajarê Amûdê avêt ser avahiya radyoya Arta-FM û ew dorpêç kirin û ji karmendêjn wê xwestin ku avahiya radyoyê vala bikin."; + +Sefqan, wiha domand: ";Piştî ku asayişê ji me xwest ku em ji avahiya radyoyê derkevin, dest bi lêkolînan kirin û laptopên me ji me standin da wan pişkinîn bikin."; + +Li ser sedema vê bûyerê jî rêveberê cîbicîkar yê radyoyê wiha ji Rûdawê re aşkere kir: ";Asayişê ji me re got ku li bajarê Qamişlo dozek li ser radyoyê hatiye vekirin, lê wan diyar nekir ka kî ev doz vekiriye û sedema wê dozê çiye."; + +Ji aliyek din ve, rêveberê Arta-FM da zanîn ku ";Niha du endamên asayişê li pêş avahiye radyoyê rawestane û nahêlin kes derbasî nava avahiyê bibe, lê tenê du endamên me di avahiyê de hene û asyişê rê daye me ku tenê em stranan biweşînin û jibilî stranan her bernameyek din qedexe kirine û nediyare ka dê kengî bihêlin carek din em bi asayî dest bi kar û weşana xwe bikin."; + +Arta-FM, roja 6ê Tîmeha sala 2013an hatiye damezirandin û ew radyoyeke civakî giştî ye, û di nava bernameyên wê de çend bûltenên nûçeyan hene û pexşa wê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî di ye. + +Karmendên Arta-FMê li Amûdê + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh bi şev dîsa li bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû. + +Li gor saziya çavdêriya erdhejan a Tirkiyê, li bajarê Wanê li Kakurê Kurdistanê, duh nîva şevê erdhejek bi hêza 4.6 şeş li gor pîvana Rekhter pêkhat. + +Hat ragihandin ku kurahiya wê erdhejê zêdetirî 5 km bû û heta niha ti agahî derbarê ziyanên erdhejê nehatine belavkirin. + +Roja 23yê cotmeha 2011an di encama erdheja ku li bajarê Wanê pêkhatibû, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn û bi deh hezaran xelk jî malên wan xirab bûn. + + +Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyê ji bo serbestberdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan kampanyayek navnetewî hate lidarxistin. Di nava platforma kampanya li dar dixe de gelek rewşenbîr, rojnamven û siyasetmedar hene. + +Kampanya ji hêla Platforma Ji Ocalan re Azadî tê rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de bi nivîskarê Tirk Vedat Turkalî, parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Emîne Ayna, parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û çend kesên din ji raya giştî re bangawaziyek ragihandin. + +Piştî bangawaziyê gelek nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar jî bi îmzeyên xwe beşdarî kampanyayê bûn ku di nava wan de parlamenterên berê Akin Bîrdal, Ûfûk Ûras, Tarîk Ziya Ekîncî, nivîskar İhsan Elîaçık, Roni Margues jî hene. + +Kampanya heta meha îlona 2014an dê bi bernameyên cûr be cûr berdewam bike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek di nav dikanekê de teqiya û di encam de 2 kes birîndar bûn. + +Teqîn duh li ber dikaneke firotina kasêt û CDyan li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê çêbû û di encam de 2 kes birîndar bûn, herwiha ziyanên madî gihiştine dikanê. + +Di teqînê de hunermendê Kurd Ebdilsemed Oso birîndar bûbû û ji ber giraniya birînên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê. + +Li nexweşxaneyê bijîşkan gelek hewl dan ku birînên Oso derman bikin, lê belê ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da. + +Li gor medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Ebdilsemed Oso endamê saziya kultûr û hunerê ya bajarê Hesekê ye. + +Cenazeyê Oso dê îro saet 10ê sibehê bi dema Qamişlo li goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawdiyê yê ser bi bajarê Hesekê ve were veşartin. + +Bajarê Hesekê yek ji wan bajarên Rojavayê Kurdistanê ku hîn di bin kontrola hêzên rejîmê de ye. Li wî bajarî tevî Kurdan Ereb û Aşûrî jî dijîn. + +Duhok (Rûdaw)- Li qeza Berdereş a girêdayî parêzgeha Duhokê jinekê xwe di nav mala xwe de xeniqand û jiyana xwe ji dest da. + +Rêvberê polîsê Berdereşê Zêdan Zekeriya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Jina bi navê D.H.M a 24 salî ku berî demekê ji mêrê xwe cuda bûbû, xwe bi benekî xeniqand û jiyana xwe ji dest da";. + +Zekeriya diyar kir ku bûyer şeva borî saet 11 bi dema Hewlêrê qewimî û got ";Bûyer ji ber pirsgirêkeke civakî bû";. + +Rêveberê polîsê Berdereşê bal kişand ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewame, lê heta niha ti kes nehatiye girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava 24 saetan de 64 kes li seranserê Iraqê di encama teqîn û karên tundiyê de hatine kuştin. + +Li gor malpera Skynews, piştî teqînên şeva duşemê li Bexdayê ku di encam de 14 kes hatin kuştin, duh 50 kes li seranserê Iraqê hatin kuştin. + +Çavkaniyên ewlekariya Iraqê ragihandin ku di encama teqîna du otombêlên bombekirî de li navçeya el-Beyah li başûrê Bexdayê 5 kes hatin kuştin û 12 kesên din birînar bûn. + +Herwiha li taxa eê-Îhlam li nêzîk navçeya el-Beyah otombêlek teqiya û di encamp de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn. Li navçeya el-Şurte li Bexdayê jî otombêlek teqiya û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna 5 kesên din. + +Otombêleke din jî li navçeya el-Amil li Bexdayê teqiya û di encam de kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn. + +Li bajarê Hille û qeza el-Museyeb li parêzgeha Babilê jî di encama teqîna 5 otombêlên bombekirî de 9 kes hatin kuştin û 54 kesên din birîndar bûn. + +Li gor ajansa AFP, ji destpêka vê mehê de û heta duh sêşemê, 480 kes di encamp teqîn û karên tundiyê de li Iraqê hatine kuştin. + +Ji destpêka sala 2014an de jî 1460 kes li seranserê Iraqê hatine kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo diyar kir ku Hikûmeta Iraqê soz daye ku deriyê Til Koçer ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ku niha di bin kontrola PYDê de ye, bi awayekî fermî bê vekirin. + +Salih Gedo ji Tora Medyay ya Rûdawê ragihand ku ew duh ligel aliyê peywendîdar di Hikûmeta Iraqê de civiyan û derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kudistanê bi taybet de gotûbêj kirin. + +Gedo ku ev nêzîkî 2 heftiyane bi serdanekê li Silêmaniyê ye, navê kesê ku di Hikûmeta Iraqê de ligel wan civiya ye aşkere nekir, lê got ku ew di asata wezîr de bû û civîn jî li Bexdayê pêk hatiye. + +Di civînê de û li gor daxuyaniya Gedo, şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê ya ku di 21ê meha borî de ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin, daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraqê kir ku deriyê Til Koçer li ber alîkariyên mirovahî, hawarçûn û pêwîstiyên rojane yên xelkê Rojavayê Kurdistanê vekin. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê herwiha got ";Hikûmeta Iraqê soz da ku di demeke gellek nêzîk de xwestekên me pêk bîne û derî li ber alîkariyên mirovahî û hawarçûnê veke";. + +Di 26ê cotmeha 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê de, bajarokê Til Koçer û navçeyên din ên li ser sînorê Iraqê ji bin kontrola çekdarên radîkal derxistin û bajarok û deriyê wê yê sînorî ku ji dema krîza Sûriyê destpêkiriye girtî bû, xist bin kontrola xwe. + +Wezîrên Ragihandin û Lihevhatinê yên Sûriyê piştî wê yekê ji Rûdawê re tekîd kirin ku hêzên Artêşa Sûriyê di derxistina çekdarên radîkal ji Til Koçer de alîkariya YPGê kirine, lê YPGê ev yek red kir. + +Piştî ku deriyê Til Koçer ket destê YPGê de, hat gotin ku Hevserokê PYDê Salih Mislim di rêya wê re derbasî Iraqê bû û pişt re çû Ewropayê. Herwiha çend caran alîkariyên mirovahî di rêya wî derî re ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Berî niha hatibû ragihandin ku PYDê ji Hikûmeta Iraqê xwestibû ku deriyê Til Koçer bê vekirin, lê berpirsên Bexdayê ji bo vekirina 2 merc li ber berpirsên PYDê danînûn ku ew jî divê ala fermî ya Sûriyê li ser derî bê bilindkirin û herwiha rêvevberiya derî di destê hikûmeta Sûriyê de be. + +Di çend heftiyên borî de parêzgarê Hesekê serdana Qamişlo kiribû û çend civîn ligel berpirsên ewlekarî û îdarî li Qamişlo li dar xistibû. Di civînan de gotibû ku wê di demeke nêzîk de deriyê Til Koçer bê vekirin û ji fermanberên rêveberiya derî xwestibû ku vegerin serê karê xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel nûnerên çend part û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive. Di civînê de dê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û proseya avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê gotûbêjkirin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Civîn dê ligel wan part û aliyan bê lidarxistin ku di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de her yekî ji wan kursiyek bi dest xistiye";. + +Hisên diyar kir ku tê pêşbînîkirin heta 10 rojên din proseya avakirina kabîneya heştem a hikûmet Herêma Kurdistanê bi dawî were. + +Di çend rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ligel Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî civiyabû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Her ku diçe nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê kûrtir dibin. Herî dawî kantona Cezîrê ya ku di 21ê meha borî de ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hat ragihandin, biryar da deriyê Sêmalka ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê têxe bin destê xwe. + +Deriyê Sêmalka ku di şibata sala 2013an de di encama lihevkirina Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYDê jî di nav de cih digire, hat vekirin û ji wê demê de ji aliyê komîteyên hevbeş ên her du encûmenan dihat birêvebirin. + +Hacî Kalo ku yek ji nûnerêna encûmena niştimanî ya Kurd e di komîteya serpereştyar a Sêmalk de ji Rûdawê re ragihand ku her 26 nûnerên encûmena Kurdî di rêveberiya deriyê Sêmalka de dest ji karê xwe berdane, ji ber ku wan qebûl nekir di bin sêbera kantona Cezîrê de kar bikin. + +Vekişandina nûnerên encûmena kurdî li ser biryara sekreteriya giştî ya encûmenê bû ku bi gotina yek ji endamên wê, divê PYDê pêgirî rêkeftina Hewlêrê be û nabe bi tena xwe dest dane ser tiştî li Rojava. + +Lê belê wezîrê karên derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo dibêje ew dest ji biryara xwe bernadin û divê hemû sazî û dezgeh li Rojavayê Kurdistanê di bin sêbera rêveberiya xweseriya demokratîk de kar bikin. + +Dema ku her du encûmen di dawiya sala 2013an de li ser vekirina deriyê Sêmalka ku nêzîkî 3 mehan ji aliyê PYDê ve hatibû girtin, li hev kirin, xelk kêfxweş bû, lê diyare kêfxweşiya wan gelekî berdewam nake. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçoveya civînên ligel aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê de, îro, 19.02.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel 5 aliyên siyasî civiya. + +Her 5 aliyên siyasî ji her yek ji Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komonîst ya Kurdistanê, Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê û şandek ji lîsteya Arasateya Sêyem ku ji Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, pêkhatibû. + +Li gorî ragihandina civînê, di destpêkê de aliyên siyasî bixêr hatina Serokê Herêma Kurdistanê kirin, piştî vegera wî ji gera li welatên Ewropayê û beşdarî di korbenda aboriya cîhanî (Davos) de. + +Herwiha di civînê de Barzanî ji aliyên siyasî xwest ku nêrînên xwe li ser pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bînin ziman, aliyên siyasî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste lez bê kirin di pêk anîna hikûmetê de. + +Di himber de Barzanî behsa encamên civînên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Herêma Kurdistanê û gavên pêk anîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku pêwîste di demeke nêzîk de kabîneya nû bê pêk anîn. + +Herwiha di beşekî din ji civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexda hate nirxandin. Axaftina li ser pêvajoya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiyên pêvajoya nebaş a siyasî û ewlekariya Iraqê mijareke din ya vê hevdîtinê bû. + + + +Berlin (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês ragihand ku neşandina mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê dijminatiyeke mezin e. Şawês got ku eger Bexda mûçeya karmendan neşîne ";wê wezîrên Kurd li Bexdayê çi bikin?."; + +Şawês di çarçoveya sêyemîn korbenda bazirganî û weberhênanê li Almaniyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Eger Bexda mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê neşîne, wezîrên Kurd amade ne dest ji kar vekişînin û êdî kar ligel wan kesan nekin ku dijminatiya Kurdan dikin."; + +Derbarê kes û aliyên berpirsyar li ser neşandina mûçeya karmendan, Şawês wiha got: ";Em nikarin Nûrî Malikî bi neşandina mûçeyê tometbar bikin, lê ev kar zirarê digihîne hikûmeta Iraqê û baweriya di navbera Kurd û Hikûmeta Federal de";. Herwiha daxwaz kir ku bi zûtirîn dem ev gava şaş bê rastkirin. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê aşkere kir ku di civîna roja duşema borî de lihev nêzîkbûnek di navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hebû û ku kar li ser vê yekê bê kirin, eger heye ku bigihine rêkeftinekê ku di berjewendiya her du aliyn de be. + + + +Amed (Rûdaw)- Karsaz û pîşesazên kurd li Bakûrê Kurdistanê li Amedê "Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê";, avadikin. + +Damezrênerên komeleyê bawer dikin ku komele dê yekîtiya karsazên Kurd xurt bike û rengeke Kurdistanî bide aboriya Kurdistanê. Herwiha ragihandin ku deriyê wan ji her kesê ku xwediyê rengeke Kurdistaniye re vekiriye. + +Di vê derbarê de Berdevkê Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Huseyîn Bardakci, ji Rûdawê re got: ";Mebestek Komeleyê jî ewe ku têkiliyên Karmendên kurd pêşve biçin û pirsgirêkên aboriya Kurdistanê werin çareserkirin. + +Ji aliyê xwe Endamê Birêveberê-Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Mehmet Akyil wiha ji Rûdawê re axivî: ";Kedkarên Amedê jî vê hewldanê wekî pêşveçûneke erênî dibînin û daxwaza wan ewe ku bandorek baş li ser hemû aliyên jiyana aboriyê bike."; + +Duhok (Rûdaw)- Îro serê sibehê zû 2 koçberên Rojavayê Kurdistanê di ava rûbarê Xabûrê de li nêzîk deriyê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de xeniqîn. + +Berpirsê ragihandina polîsê qeza Zaxo Nehşet Selman ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku şeva borî dora saet 2.30 bi dema Hewlêrê, malbateke Rojavayê Kurdistanê ku ji 15 kesan pêk tê xwestin bi qaçaxî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê hêzên Tirkiyê teqe li wan kirin û dayik û zarokê wê yê 10 salî di nav ava Xabûrê de xeniqîn. + +Selman diyar kir ku dayik bi navê Cemîla Nuhman û zarokê wê bi navê Umran Cumaa (10 sal) ye û xelkê parêzgeha Helebê ne. + +Şahidekî nêzîkî bûyerê berî niha ji Rûdawê re gotibû ku wê malbatê nikariye di rêya deriyê Sêmalka re ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lewra wan berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji bo ku ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şahidê li ser bûyerê diyar kir ku pêşmergeyên ser sînor îro saet 6ê sibehê cenazeyên zarokê yek salî û dayika wî li nêzîkî Girê Durnexê li qeza Zaxoyê dîtine û bo Bijîşka Dadê ya Duhokê hatine veguhestin. + +Nehşet Selam herwiha got ";Her 13 kesên din, 10 ji wan xwe gihandine Başûrê Kurdistanê û niha li navenda polîsê nahiyeya Derkarê hatine binçavkirin, lê her 3 kesên din li Tirkiyê asê man û ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin binçavkirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Amerîka Barack Obama duh bi telefonê bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re axifî û li ser rewşa Tirkiyê û herêmê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin. + +Li gor malpera serokwezîrtiya Tirkiyê, di wê hevpeyvîna telefonê de Obama hêvî xwest ku kêşeya ineternetê li Tirkiyê di zûtirîn dem de çareser bibe. + +Obama diyar kir ku wê Tirkiyê hemû kêşeyên navxwe bi awayekî hiqûqî û demokrasî çareser bike û rola xwe wek dewleteke pêşeng di cîhanê de bilîze. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, Obama xwest ku Tirkiyê hîn bêhtir rola xwe di zexta li ser hikûmeta Sûriyê bilîze û hevkariya xwe berdewam bike ku bikaribin sînorek ji ";terora îslamî"; li Sûriyê deynin ji bo ku çareseriya siyasî hîn hesantir bibe û krîza mirovahî jî ber bi çareseriyê ve biçe. + +Serokê Amerîka ji Tirkiyê xwest ku Hewlêrê û Bexda di mijara enerjî û petrolê de li ser rêyeke navîn wan li hev bînin û lihevhatina wan bigire. + +Herwiha Barack Obama daxwaza başbûna têkliyên Tirkiyê û Îsraîlê kir û hêvî kir ku di demeke herî nêzîk de têkiliyên Enqere û Tilebîbê ber bi başiyê ve biçin. + +Serokê Amerîka û serokwezîrê Tirkiyê li ser aboriya Tirkiyê jî goftûgo kirin, ku pêwîste Tirkiyê siyeseteke ku bazara diravî pêşbixe bimeşîne. + +Sêrt (Rûdaw)- Okestraya Heskîfê ya Şaredariya Êlihê ku bi boneya parastina xweza û warên dîrokî ji Amedê derket rê, li Sêrtê konsert da. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, orkestra Heskîfê ya Netewî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, bi boneya rê li pêş wêrankirina xwezayê bigire û hişmendiya parastina xwezayê pêş bixe piştî konserta li Êlihê li Sêrtê jî konserta vekirî da. + +Bi hezaran kes beşdarî konserta ku li zanîngeha Sêrtê pêk hat bûn. Dîsa namzetên hevşaredaran ên Sêrtê Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemir jî tevlî konsertê bûn. + +li qada konsertê pankarta ";Welat dengê orkestra me himbêz dike"; û ";Bi dengê okerstarya Heskîfê dê dengê Mezopotamya wenda nebe"; hat vekirin. + +Bi hezaran kesên beşdarî konsertê bûn têra dilê xwe reqisîn û govend gerandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Bazîdê ya Agirî, endama Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sevda ji ber ku partiya wê ew ji bo hilbijartina şaredariyan namzet nekiriye, agir berda bedena xwe. + +BDPê roja sêşema borî navê namzetên xwe yên şaredariya Agirî destnîşankirin. Sevda piştî ku navê xwe di nav lîsteyê namzetan de nedît bertek nîşan da. + +Sevda duh çarşemê serdana navenda BDPê ya Agirî kir û nerazîbûna xwe anî ziman û li ber endamên BDPê benzîn bi xwe de kir û agir berda bedena xwe, lê kesên li wir amade karîn di cih de agir vemirînin û birînên sivik ên Sevda li nexweşxaneyê derman bikin. + +Serokê BDPê yê Bazîdê Issa Ozer derbarê bûyerê de ragihand ku ew niha li derveyî herêmê ye û got ";Ez ligel hevalên xwe axifî me û bûyera Sevda ne wiha girîng e";. + +Ozer xwest ku bûyer neyê mezinkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî red kir ku Hewlêr û Bexda derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê di rêya kompanya SOMO re bo derve de li hev kiribin. + +Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Herêma Kurdistanê razî nebûye petrola xwe di rêya kompanya SOMO re bifiroşe";. + +Duh cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî di programeke televizyona el-Iraqiye ya fermî ya Iraqê de axifî û got ";Herêma Kurdistanê razî bûye petrola xwe di rêya kompanya SOMO re bişîne derve, ev yek jî xaleke sereke ya nakokiyên navbera her du aliyan derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê çareser dike";. + +Firotina petrola Herêma Kurdistanê di rêya SOMO re bo Tirkiyê, yek ji wan nakokiyan e ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser li hev nekirine. + +Herêma Kurdistanê tekîd dike ku ewê petrola xwe di rêya kompanya KOMO ya hikûmeta Herêma Kudistanê re bifiroşe, lê Bexda digot divê di rêya SOMO re bê firotin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd ku ji 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, biryar da di 3yê meha adarê ya bê de kongreya xwe li Başûrê Kurdistanê li dar bixe. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Yekîtiya Siyasî ya ku di dawiya sala 2012an de hat avakirin wê kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) di 3yê meha bê de li dar bixe. + +Biryara lidarxistina kongreyê ku berî niha çend caran hatibû paşxistin, di civîna duh ya komîteya amadekar a kongreya Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê hat dayîn. + +Çavkaniyê diyar kir ku di kongreyê de ku 2 yan jî 3 rojan didome, dê 600 endam ji hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê beşdar bibin. + +Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de, Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî / baskê Ebdilhekîm Beşar), her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, dê encûmeneke serkirdatiya partiya nû ji 51 endaman bê hilbijartin. + +Endamên encûmena serkirdatiyê dê 30 ji wan di kongreya yekîtiyê de bêne hilbijartin, lê her 21 endamên din ku wek ";kutleya gerentiyê (damin)"; hatine binavkirin, dê her çar partiyên din di nava xwe de diyar bikin, 8 ji el-Partî, ji her du partiyên Azadî 10 (5-5) û ji Yekîtî 3 endam bin. + +Derbarê sekretera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê de, çavkaniya Rûdawê aşkere kir ku sekreter di kongreya 3yê mehê de nayê hilbijartin, lê belê sekreter û endamên Polîtbîroyê wê di yekemîn civîna encûmena seekirdatiyê de piştî kongreyê bêne hilbijartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo ku ji nêzîk ve rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê û koçberên parêzgeha Enbarê yên li Başûrê Kurdistanê bişopîne, wezîrê koç û koçberan ê Iraqê hate parêzgeha Hewlêrê. + +Di destpêka serdana xwe de, wezîrê koç û koçberan ê Iraqê serdana kampa Guwêlan a koçberên Rojava li parêzgeha Hewlêrê kir. + +Di vê kampê de ku zêdetirî 3 hezar koçber hene, projeya kampeke nû ku cihê 1470 çadiran tê de hebe, li ser erkê wezareta koç û koçberan a Iraqê tê avakirin. + +Şanda hikûmeta Bexdayê herwiha serdana koçberên parêzgeha Enbarê ku hejmara wan zêdetirî 17 hezar koçber e û ji ber şer û pevçûnên li wê parêzgehê reviyane. + +Li bendê de, şanda Wezareta Koç û Koçberan serdana projeyên din ên li kampên koçberên rojava bike. Ew dê herwiha alîkariyên madî jî bide koçberên Enbarê. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro ligel sekreterên partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bicive. + +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku sekreterên 11 partiyên nav ENKSê ji bo hevdîtina ligel Barzanî îro piştî nîvro çûne bajarokê Pîrmamê û biryar e ligel Barzanî bicivin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, partiyên nav ENKSê daxuaniyek derbarê helwestên Partya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Rojavayê Kurdistanê di destpêka şoreşa Sûriyê de û heta niha, amade kirine. + +Peyamêra Rûdawê diyar kir ku sekreterên her 11 patiyên ENKSê dê serokê Herêma Kurdistanê ji naveroka daxuyaniyê agehdar bikin, ji ber ku di bin çavdêriya wî de çend caran rêkeftin di navbera ENKS û PYDê hatibû kirin. + +Derbarê naveroka wê daxuyaniyê de, pyamnêra Rûdawê diyar kir ku di daxuyaniyê de ew yek hatiye gotin ku ";PYDê hemû rêkeftin bin pê kirine û bi tena serê xwe Rojavayê Kurdistanê kontro kiriye";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hemwelatiyê Kurd bi navê Axo Ataş ê ku ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Derbarê sedemên mirinê de jî agahiyên cuda hene. + +Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Serêkaniyê di daxuyaniyekê de got, ";Duh cenazeyê Axo Ataş ê bi navê Reşwan tê naskirin ji aliyê asayişa PYDê ve radest’ malbata wî hat kirin";. + +Di daxuyaniya şaxê ENKSê yê Serêkaniyê de wiha hatiye gotin: ";Reşwan berî 2 rojan ligel her yek ji Basil Mistefa Oso, Şêrwan Seydo Mihemed û Şêrwan Bubu Mihemed piştî şerekî, ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin";. + +ENKSê li ser zarê malbata wî belav kiriye ku ";Reşwan rastî îşkenceyê hatiye û di encam de jiyana xwe ji dest da."; Li gor daxuyaniya ENKSê, Reşwan di dema şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê û komên îslamî yên radîkal de li kêleka YPGê şer dikir. + +Lê belê asayişa PYDê di daxuyaniyekê de red kir ku Reşwan di bin îşkenceyê de hatibe kuştin û got, ";Reşwan di şerê roja sêşemê de dilê wî sekinî û di encam de jiyana xwe ji dest da";. + +Di daxuyaniya asayişa PYDê de hatiye gotin ku ";Di şerê roja sêşemê de endamekî asayişê piştî ku gelek dijûn jê re hatin gotin, êrîşî malbatên ku şerê hev dikin kir û di heman demê de dilê Reşwan sekinî";. + +Asayişa PYDê herwiha got, ";Ew endamê asayişê parêzbendî li ser hat rakirin û dê li pêş gel bê darizandin";. + +Şaxê ENKSê yê Serêkaniyê tiştê ku bi serê Reşwan hatiye şermezar kir û daxwaz ji asayişa PYDê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û kesên ku bûne sedema mirina Reşwan lêpirsînê ligel wan bikin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel sekreterên partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bidawî hat. +Li gorî daxuyaniya civînê ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, partiyên ENKSê nêrîna xwe derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên Rojavayê Kurdistnê diyar kirin, herwiha behsa çawaniya karkirinê ligel Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK), ji Serokê Herêma Kurdistanê re kirin. +Herwiha di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku di meha Kanûna sala borî de, her du encûmenan, ENKSê û EGRKê, li Hewlêrê li ser wê yekê rêkeftibûn ku dê rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka bi awayekî hevbeş be, lê niha rêveberiya wê radestî Kantona Cezîre hatiye kirin û karmendên ser bi ENKSê ve ji wir hatine derkirin. +Di beşekî din ê civînê de, partiyên ENKSê tekez li ser yekrêziya gelê Kurd kirin, tevî wê yekê ku hêza beramberî wan berovajî vê bingehê kar dike. +Di himber de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji partiyên ENKSê re ragihand ku ew ligel yekdengiya aliyên Kurd e li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya her biryarekê dike ku hemû alî li ser yek bin. +Herwiha barzanî amaje bi wê yekê kir ku derbarê pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê her biryarek yan her helwêsteke bi komdengiya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derkeve, cihê girîngiyê ye û ew bibaş dizane. + +Wan (Rûdaw/AA) - Nexweşxaneya Herêmî ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê ji bo ku bijîşk fêrî kurdî bibin dest avêtprojeyekê û bernameya hîndekariya ziman a ji bo bijîşkan amade kir. + +NexweşxaneyaWanê ya ku kapasîteya wê400 text e û ji ber ku di navbera bajarên wekWan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg,Agirî û navçeyên girêdayîvanbajaran de cî digire gellekî nexweş serî lê didin. + +Ji ber ku kal û pîrên serî li nexweşxaneyê didin bi tirkî nizanin, rêveberiya nexweşxanê jî dest bi projeyeke nû kir. Rêveberiya nexweşxaneyê ji bo kupirsgirêka zimançareser bike projeya "Kurdiya Tibî" pêşkêşî Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (APRA) kir. Piştî ku proje hat pesendkirin rêveberiya nexweşxaneyê bi Navenda Taybet aZiman a Îlkay re peyman çêkir. + +Di vekirina kursa ku dê ji 20 saetan pêk bê de Cîgirê Serbijîşkê nexweşxaneya Perwerde ya Wanê axivîû got ku bijîşkên me yên ku bi kurdî nizanin ji bo ku asantir gel têbigihên, me ev bername li dar xist. + +Sekreterê Giştî yê APRAyê Dr. Emîn Yaşar Demircîjî di axaftina xwe de diyar kir ku lidarxistina bernameya "Kurdiya Tibî" ji bo wan gellekî girînge. + +Rêveberê Enstîtoya Zimanên Zindî yêZanîngeha Artûklûyê yêMêrdînê QedrîYildirim jî diyar kir ku gellek kêfxweş e da ku dê hîndekariya vê bernameyê bike. Yildirim got ku dîroka bikaranîna kurdî di tendirustiyê de digihije 200 sal berê. + +Yildirim bal kişandku derbirîna bi zimanê dayikêdê bibe sedemarihetiya bijîşk û nexweşan. + +Bijîşkên ku beşdarî kursa fêrbûna zimanê kurdî bûn jî diyar kirin ku heta niha ji ber ku bi kurdî nizanibûn, nikaribûn bi nexweşênxwe re têkiliyeke xurt daynin û em hêvî dikin ku ev kurs dê bibe sedema çareserkirina vê pirsgirêkê. + +Dr. Murat Ozcan jî wiha got: "Ji ber ku bi eslê xwe ji devera behra reş im ez bi kurdî nizanim û ev jî dibû sedem ku min li gel nexweşên xwe re têkiliyeke baş danedatanî. Ez hêvîdar im ku bi vê perwerdeyê re ez ê têkiliyekeasantir û germtir li gel nexweşên xwe bikaribim daynim." + +Hin xizmên nexweşan ên ku beşdarî dersa ewil bûn, gotin ku ev bername ji bo nexweşan zehf girîng e. + +Hat ragihandin ku bernameya perwerdeyê dê hefteyekê bajo. + +Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ceifer Emînîkî, ragihand hinek medya û berpirsên ser bi ";baskê radîkal"; ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), tohmetên bêbingeh bi PDKê ve dikin û daxuyaniyên nersat derbarê pêvajoya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd didin. + +Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya PDKê, hatiye belavkirin, tê de hatiye gotin ku ";Hinek medya û berpirsên PKKê û PYDê dixwazin rastiyên rewşa Rojavayê Kurdistanê veşêrin."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji destpêka bûyerên Sûriyê û heta îro, PDKê li himber doza rewa ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê helwêsteke netewî, Kurdistanî, demokratîk û mirovdosatne nîşan daye û li ser astê herêm, navçe û cîhanê bi hemû kanalên siyasî, dîplomatîk, medya û bi awayên fermî û nefermî piştgiriya xwe ji bo alîkarî û yekxistina gotara Kurdên Rojavayê Kurdistanê dupat kiriye, û ev hewlêst beşeke ji siyaseta PDKê û ev yek nayê guhertin himberê doza rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê. + +Berdevkê Polîtburoya PDKê tekez kir ku ";Ji niha û bi şûn de, wek berê, em dê bi hemû şiyanên siyasî, dîplomatîk, mirovî, madî û meinewî piştgiriya xûşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin, û me ev yek bi pratîkî piştrast kiriye."; + +Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ev hewlêsta PDKê bingehîn e û nayê guhertin û bi ti awayekî reftarên PYDê bandorê li ser hewlêsta wan nake, ku di vê dawiyê de PYD bi arasteya partiya take alî û sepandina siyaseta ";Partiya serkirde";, û wek partiyên totalîtar, propegendayeke vala û bi piştgireya rasterast ya hin kesên diyar di nav serkirdatiya PKKê de encam dide. + +Ceifer Êminkî behsa wan kesn di nava serkirdatiya PKKê de dike û dibêje: ";Ew baskê tundrew yê di nav PKKê de destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê, û dixwaze bi bazarên cihê gomanê di rêya baskê xwe, PYDê, re ajandayek din cî bi cî bike û hemû hewlekê ji bo yekdengî û hevkariya aliyên Kurdî têk dibin. Carek din em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê milkê partiyekê ye, û rêkeftina Hewlêrê çarçoveyeke guncaw e bo pêkanîna komdengiya niştimanî, lewma pêwîste ew rêkefrtin bibe referansa hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê, ku PDK hemû alîkariyekê li wê referansê dike."; + +Derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de jî di daxuyaniyê de wiha hatiye ziman: ";Em careke din tekez dikin ku pêwîste ev kongre li ser bingeha bawerî, biratî û komdengiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bê lidarxistin, lewma pêwîste hemû alî bizanin ku kongreya netewî bi mercên pêşwext nayê girêdan. Eqliyeta sepandina mercan bi xwe arşîeyeke bo kongreya netewî. Lewma em tekez dikin ku kongreyê netewî milkê hemû Kurdan e ne bi tenê yê aliyekî ye ku bixwaze merc û edebiyata xwe bi ser de bisepîne. Pêwîste nûnerên kongreyê, nûnerên gelê Kurd bin, ne bi tenê nûnerên patiyekê bin. Destpêkirina şerê ragihandinê li dijî PDKê di vê demê de, armanc jê têkdana komdengiya niştimanî ye, û hewldane bo çêkirina keleman li pêşiya kongreya netewî."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDKê berê, niha û di pêşerojê de, berdewam dibe li ser şopandina rêbaza Kurdayetî û dîroka pir serwerî li Mehabad û destana Aras heta Îlon û Gulanê û Serhildanê, baweriya xelkê Kurdistanê bidest xist, û îro jî faktorekî siyasî yê bihêze li ser qada navçe û cîhanê, û alîkareke mezin e bo proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, serdana Serok Barzanî ya Amedê, nîşana rol û pêgeha Serok e li Bakûr û di nav proseya aştiyê de. Baştire ku ew alî li şûna propegendayên bêbingeh, bi awayekî lojîkî siyasetê bikin û hemû hewlên xwe bikin bo serxistina proseya aştiyê. Lê diyare aştî zirarê dighîne baskê tundrew di nava PKKê de, lewma ew hewl didin ku prosya aştiyê li Bakûr sernekeve."; + +Di dawiya daxuyaniyê de, berdevkê polîtburoya PDKê wih ragihand: ";Em bi pêwîst dizanin ku raya giştî ya Kurdistanê haydar bikin ku rastiya nameya di navbera Serok Barzanî û Birêz Ocalan de di rêya Leyla Zana re nîşana bawerî û hevdengiyê ye di navbera wan de, û mafê ti kesî nîne ku li vê baweriyê biaxive û hewl bide naveroka nameyê bi dilê xwe têk bide û em hemû hewlên xwe didin bo mebesta girêdana kongreyê netewî, serxistina proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya Rojavayê Kurdistanê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê nexşeyeke nû ji bo pêkanîna kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade kiriye, li gorî wê nexşeyê dê PDK destberdarê Wezareta Darayî û Wezareta Navxwe be, lê Wezareta Pêşmerge ji dest Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derxe. + +Ev nexşeya PDKê di civîna dawî ya polîtburoya PDKê de hatiye dariştin, û li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê biniyaze ku Tevgera Gorranê bi wê yekê razî bike ku cîgirê serokwezêr ûWezareta Darayî û çend wezaretên din ên xizmetguzariyê bide Gorranê, lê Gorran razî nabe eger Wezareta Navxwe nedin wê. + +Herwiha di hevdîtinên nefermî tên vê dawiyê yên di navbera PDKê û Gorranê de, ku şanda PDKê bi serokatiya Azad Berwarî bû, ji Gorranê re ragihandin ku YNKê raz înabe ku Wezareta Navxwe bidin Gorranê, lê Organîzatorê Giştî yê Gorranê Newîşrwan Mistefa di bersiva wan de got ku ev pirs di destê PDKê de ye û eger ew daxwaza Gorranê qebûl nekin Gorran beşdarî hikûmetê nabe. + +Niha jî, jibilî PDKê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ket nav hewldanan. Serokatiya Herêmê jî pêşbînî dike ku heta 10 rojên din aliyên siyasî bigihên rêkeftina dawî li ser pêkanîna hikûmetê. + +Li gor bername û nexşeyan, PDKê hewla xwe ya dawiyê dide ku YNKê bi wergirtina Serokatiya Parlamentoyê razî bike, û Wezareta Pilandanîn û Wezareta Darayî di navbera Gorranê û YNKê de parve bike. + +Herwiha PDKê jî dê wezaretên Pêşmerge, Petrol, Perwerde û Şaredarî ji xwe re bibe, û Wezareta Çandiniyê û Wezareta Karûbarên Civakî bide Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Wezareta Gihandin û Veguhestinê jî bo Komela Îslamî ya Kurdistanê be. + +Berdevkê Polîburoya PDKê, Ceifer ÊmInkî ragihand ku kilîta çareserkirina arîşeyên li pêş pêkanîna kabîneya heştem, hat dîtin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê, 4 kesên ku di sala 2010’an de bi hêceta ";endamtiya KCK’ê"; hatibûn girtin, hatin berdan. + +Li Sêrtê di 19’ê Gulana 2010’an de di bin navê ";KCK";ê de operasyon hatibû lidarxistin û di nav de Serokê berê yê DTP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, Serokê DTP’a Sêrtê Xelîl Adiguzel bigiştî 7 kes hatibûn girtin. + +Îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê rûniştina 23’mîn pêkhat. Dozger ji dadgehê xwest ku ji ber ";girtina demdirêj"; hemû siyasetmedar bên berdan + +Dadgehê ji bo biryarê bide navber da û piştre biryara serbest berdana Taş, Adiguzel, Mustefa Gunduz û Mehmet Adanir da. + +Dadgehê biryara berdewam girtina 3 kesan da û taloqî 17’ê Nîsanê kir. Adiguzelê ku hate berdan, bi hêceta ku ji dozek din biryara girtinê li ser heye careke din şandin girtîgehê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor rapirsiyeke portala Rûdawê, piraniya beşdaran di wê baweriyê de ne ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +Portala Rûdaw ji roja 13/2/2014 heta 20/2/2014 rapirsiyek encam da û tê de ev pirs kiribû: Kîjan aliyê siyasî nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dike?. + +Ev rapirsiya portala Rûdwê, rapirsiya herî mezin ya elektronîk a kurdî ye, ji ber ku 704 hezar û 431 kesan tê de deng dan. + +Encamên rapirsiyê wiha bûn: + +53% ji beşdaran ku hejmara wan 373 hezar û 608 kes bû dibêjin ku PDK û PDKÎ nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +39.9% ku hejmara wan 281 hezar û 347 kes e dibînin ku Komele nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +6.6% ku hejmara wan 46 hezar û 223 kes e dibêjin ku aliyên din nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +0.3% ku hejmara wan 2 hezar û 225 kes e dibêjin ku PJAK nûnerê Rojhilatê Kurdistanê ye. + +0.1% ku hejmara wan hezar û 28 deng e dibînin ku çalakvanên hundir ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xebata xwe dikin, ew nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +Derbarê encamên vê rapirsiyê de, Rûdaw dê îro înê 21/2/2014 saet 10ê şevê bi dema Hewlêrê dîbeytekê bi beşdariya hemû aliyên Rojhilatê Kurdistanê li dar bixe. + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li dijî xwepêşandan roja çarşemê ya alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed a ku li heman bajarî derketibû, bê lidarxistin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo got ku xwepêşandan li ser beng Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd e û dê îro saet 12ê nîvro bi dema Qamişlo li taxa Enteriyê derbikeve. + +Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd di bangewaza xwe de ragihand ku xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e. + +Di daxuyaniyê de bang li ciwanan û hemû beşên civakê yên siyasî, civakî, kultûrî û saziyên sivîl hatiye kirin ku ";li dijî lîstikên emnî yên li Qamişlo têne lîstin";, tevlî xwepêşandana îro bibin. + +Desteyê diyar kir ku xwepêşandana wan dê îro saet 12ê nîvro li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo destpêbike. + +Roja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn. + +Amed (Rûdaw)- Li girtîgeha tîpa E ya Amedê girtiyan li dijî biryara veguhestina wan bo girtîgeheke din nerazîbûna xwe anîn ziman. Di dema nerazîbûnê de 4 girtî birîndar bûn. + +Li gor medyaya Tirkiyê, duh di dema veguhestina hejmarek girtiyên li girtîgeha tîpa E ya Amedê de, nerazîbûn derket holê. + +Di çalakiyê de girtiyan li deriyê girtîgehê dan û pencere jî şikandin. Di dema şikandina pencereyan de 4 girtî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. + +Piştî bûyerê malbat û parêzerên girtiyan li ber avahiya girtîgehê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî bûyerê parlamentera BDPê ya Amedê Nursel Aydogan ligel rêveberên girtîgehê hevdîtinek pêkanî. + +Aydogan diyar kir ku rêveberên girtîgehê derbarê bûyerêde wiha gotine: ";Ji ber hejmara girtiyan li girtîgehê zêde bûye, rêveberiyê biryar da girtî bo girtîgeheke din bêne veguhestin. Lê girtiyan nexwest bên veguhestin û çalakî pêk anîn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ragihand ku wê ji destpêka vê meha sibatê de 420 ton alîkariyên mirovahî ji bajarê Hewlêrê gihandine bajarê Qamişlo. + +Duh brerpirsê WFP li Hewlêrê Mihemed Hac Ferec û şandeke pê re ligel cîgirê berpirsê têkiliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî civiya. + +Di civînê de pirsa berdewamaiya şandina alîkariyên mirovahî di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê bo balafirgeha Qamişlo û herwiha rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. + +Brerpirsê WFP li Hewlêrê Mihemed Hac Ferec di civînê de got ku rêxistina wan ji destpêka meha sibatê de 420 ton alîkariyên mirovahî ji Hewlêrê gihandine Qamişlo. + +Ferec diyar kir ku biryar e heta 9ê adarê 1200 ton alîkarî di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re bigihin bajarê Qamişlo. Ew alîkarî dê nêzîkî 300 hezare kes jê sûd û fêde bikin. + +Di civînê de, Dîndar Zêbarî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkarî û hemahengiya xwe ligel aliyên navdewletî berdewam bike ji bo ku alîkariyên mirovahî bigihin gelên Sûriyê bi giştî û navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo û li dijî xwepêşandan roja çarşemê ya alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed a ku li heman bajarî derketibû, xwepêşandanek hat lidarxistin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandanê îro saet 1ê piştî nîvro bi dema Qamişlo li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê destpêkir û bê ti astengî bi dawî hat. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de bi tenê nêzîkî 200 kes beşdar bûn di nav de jî hejmarek gelek kêm a sekirdeyên partiyên Kurd hebû. + +Xwepêşandana îro li ser banga Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd bû ku di bangewaza xwe de gotibû ";xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e";. + +Roja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê guhertinên dawî li Rojavayê Kurdistanê de derxist û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kir. + +Partiyên ENKSê ku hejmara wan 12 partî ye, di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew rêveberiya xweseriya demorkatîk ya ku PYDê û hevalbendên di dawiya meha borî li Rojavayê Kurdistanê de ragihandiye ";ne şeraî ye û nûneratiya wan nake";. + +Li gor rêveberiya xweseriyê, Rojavayê Kurdistanê li ser her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku bi kanton hatine naskirin, hatiye parvekirin. + +Derbarê vê yekê de partiyên ENKSê gotin ";PYDê di rêya van kantonên xwe re xak û gelê Kurdistana Sûriyê perçe dike û ev yek metirsiyeke stratejîke û mafê ti aliyekî siyasî nîne ku vê yekê li ser erdê ferz bike";. + +Partiyên ENKSê bal kişandin ku rêveberiya xweseriya demokratîk ti navên kurdî pêve nîne û got ";Di rêya bilindkirina druşmên ku navê kurdî tê de nîne û hewldanên guhertina sembolên neteweyî û ala kurdî ji aliyê EGRKê ve û tinekirina rola partiyên Kurd ên nêrîna wan cuda, ne rihitiyek di cadeya kurdî peyda bûye û metirsiyên cidî derbarê piştguhkirina daxwazên neteweyî de derdixîne holê";. + +Di daxuyaniyê de PYDê û EGRKê bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku bi sedema biryar û gavên wan yên ji yek alî de, hemû rêkeftinên hevbeş ên navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî beşek jê ye, hatine jinavbirin. + +Partiyên ENKSê derbarê Desteya Bilind a Kurd (DBK) de ku di tîrmeha sala 2012an di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de navbera ENKSê û EGRKê hat avakirin, got ";EGRKê navê DBKê istixlal kir û nehişt komîteya taybet bi parastina sivîlan û bergirîkirina navçeyan Kurdan aktîv bibe û hêzên asayiş û YPGê yên ku ji aliyê EGRKê ve hatine avakirin dest danîn ser her tiştî û rê nedan ENKSê";. + +Derbarê deriyê Sêmalka de ku berî çend rojan bi biryara kantona Cezîrê rêveberiya derî ji dest komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê hat derxistin û kete destê kantonê, partiyên ENKSê diyar kirin ku divê Sêmalka li gor rêkeftinan ji aliyê komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê ve were birêvebirin. + +Partiyên ENKSê tekîd kirin ku ew pêgirê yekrêzî û yekhelwesta kurdî ne û gotin ";Rêveberiya ku li Rojava hatiye ragihandin nûneratiya me nake û ew dûrxistina nêrîna cuda û ferzkirina siyaseta defakto tekîd dike. Herwiha di asta niştimanî û navdewletî de ziyanê digihîne helwesta kurdî, lewra divê EGRKê car din li xwe vegere û biryara xwe ya derbarê hilweşandina rêkeftina Hewlêrê ji yek alî de dîrase bike";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, partiyên ENKSê gotin ku gefên grûpên çekdarî yên radîkal li ser navçeyên Kurdan wiha dixwazin ku hemû alî bi hev re kar bikin û hevkariya hev bikin ji bo xizmetkirina gelê Kurd û doza wî ya dadperwer. + +Hewlêr (Amed) - Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp dan ber fîşekan û kuştin. Nehat zanîn ku hesp ji aliyê kê ve hatine kuştin, gundiyan ji bo ku kiryar bê dîtin doz vekirin. + Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp û hêstirek dan ber fîşekan û kuştin. + +Şeniyên gundê Dalîtê diyar kirin ku hefteyek berê hespên wan winda bibûn û hespên xwe li nêzî mezreya Koçera ya ku 4 kîlometre ji gund dur e, dîtibûn. + +Mezreya Koçera a ku erdê wê çiya û asê ye gundiyan hespên xwe li wir bi awayekî mirarbûyî dîtine û hespên ku mirarbûyî 5-10 metre bi navber ketibûn erdê û bi erdê ve kaşkiribûn. + +Gundiya dan zanîn ku hespên wan bi fîşekan hatine kuştin lê li cîhê bûyerê ti qewanên fîşekan nedîtine. + +Li gorî agahiyên gundiyan, di demên berê de bûne şahid ku leşker û cerdevanan hesp kuştine lê di demê dawî de li gundên wan bûyerên bi vî awayî çênedibû. Gundiya anî ziman ku erdê ku hesp lê hatine dîtin jî cîhek asê û vala ye û kuştina hespan ji ber ketina erdan nîne çimkî bi kuştina hespan dixwazin aramiya wan xirab bikin. + +'Hesp çavkaniya debara me bûn' + +Ji Şêniyê gundê Dalîtê Mehmet Salîh Adiguzel diyar kir ku debara xwe bi ser van hespan dabîn dikir û wiha got: "Ajelên me berê li çol û erdan dijiyan. 7 roj berê agahî hat ji mere ku ajelên we kuştine. Hefteyek piştre me hespên xwe mirarbûyî dît. Me heta roja îro hovîtiyek wisa nedîtibû, me debara xwe li ser van hespan dikir. Hespên me ji gund birine piştî ku kuştine avêtine Mezreya Koçera. Ev hespana kê kuştibe em dixwazin bila kiryarên wan derxin. Em çûn Qereqolê lê Qereqolê ji me re got neyên qereqola me biçin ya Pasûrê. Em jî çûn Pasûre me li di Dozgeriyê de gilî kir. Ev hovîtî ye, bend avêtine stûyê hêstira me û avêtine mezreyê, di laşê her hespêde 3-4 şopa fîşekan hebû." + +Şeniyê gund yê bi navê Yûsif Denîz jî diyar kir ku hespan xwedî dikin û wiha got: "Me hespên xwe bi salan xwedî kir ji bo me gellek girîng bûn, hefteyek bû hespên me winda bûn lê me hespên xwe li mezreya Koçera mirarbûyî dît." + +Gundiyan diyar kirin ku ji bo ajelên wan ê ku hatine kuştin serî li Dozgeriya Pasûrê dane û Dozger jî ji wan re wiha gotiye: "Wêneyê hespên ku mirar bûne bînin emê piştî wî werin lêkolîn bikin." + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku her çiqas heta niha arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nehatine çareserkirin lê di hevdîtinên vê dawiyê de helwesta Bexdayê li gorî carên din nermtir bû. + +Gellek nakokî û arîşe di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hene ku nehatine çareserkirin lê pirsa herî girîng mesela hinartina petrola Herêma Kurdistanê û dahata wê ye. + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser rewşa dawî ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Rûdawê re wiha got: ";Her çiqas di civîna dawî ya navbera şanda Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de hemû arîşe nehatin çareserkirin lê li gorî ku me dît helwesta Bexdayê li hember pirsên han nermtir bû."; + +Sefîn Dizeyî, da zanîn ku Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî vê carê mîna her car gefa bikaranîna hiqûqê li dijî kurd nexwar û Kurdistan bi binpêkirina destûra bingehîn a Iraqê tohmetbar nekir û wiha anî ziman: ";Aliyê iraqî digot ku em li hember hinartina nefta Kurdistanê rêgir nînin lê divê hinartina petrolê di bin çavdêriya şîrketa SOMO bê kirin û dahata wê jî derbasî sindoqa geşedana Iraqê (DFI) li Amerîkayê bibe û wezareta darayî ya Iraqê dê pişka Herêma Kurdistanê veqetîne û bişîne Hewlêrê."; + +Berdevkê hikûmetê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê ti qusûrekî di hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa hinartina petrolê nabîne lê bi mercekî ku pişka Kurdistanê yekser li liqa Herêma Kurdistanê ya banka navendî ya Iraqê bê danîn û Kurdistan di xerckirina pişka xwe azad be lê heta niha Kurdistan û Bexda li ser vê yekê negihîştine rêkeftinê. + +Sefîn Dizeyî anî ziman ku pirsa hinartina petrolê pirsa serekî ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye ku heta niha nehatiye çareserkirin, her wiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ji hikûmeta Iraqê xwest, mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide û helwesta xwe li ber çavan re derbas bike. + +Lê beriya niha alîkarê serokwezîrê Iraqê di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî, ji televîzyona Iraqiye ya Iraqê re gotibû, Herêma Kurdistanê razî bûye ku nefta xwe bi rêya şîrketa SOMO re bişîne derve, ev jî xalek serekî ya nakokiyên petrolê çareser dike. + +Husên Şehristanî her wiha dabû zanîn, di civîna vê dawiyê ya Bexdayê de, Herêma Kurdistan û Bexda li ser danîne çend nûnerên kurd di nav şîrketa SOMO de daynin da bi awayekî hevbeş çavdêriya hinartina petrolê bikin. + +Li ser neşandina mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê jî Şehristanî wiha axivî: ";Wezareta Darayî ya Iraqê mûçeyên meha Çile şand Herêma Kurdistanê lê ji ber ku niha pere li Bexdayê nemaye mûçeyên meha Sibatê nehatiye şandin, çimkî eger Herêma Kurdistanê neftê hinarde neke wezareta darayî nikare mûçeyên Sibatê bişîne."; + +Ev di demekî de ye ku Herêma Kurdistan û Tirkiye dibêjin, ew nefta ku bi rêya boriyê re hinardeyî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye kirin heta niha nehatiye firotin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku hevdîtinên wan bi rayedarên Iraqê re erênî bûye û da zanîn, bi rayedarên Bexdayê re li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer li hev kirine. +Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, ji Rûdawê re ragihand, di warê bazirganiyê de Bexdayê hinek soz dane wan û dê di rojên bê de li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê yê navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinê îmze bikin. +Salih Gedo, bêyî ku behsa wan berpirsên iraqî yên soza vekirina deriyê Til Koçerê dane wan, bike wiha got: ";Hevdîtinên me zêdetir bazirganî bûn nek siyasî, ji ber ku em bi ti berpirsekî siyasî yê Iraqê neciviyan."; +Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, çend roj berê bi hevrêtiya du cîgirên xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li bajarê Silêmaniyê bi berpirsên hinek partiyên Başûr re hevdîtin pêk anîbû. +Piştî ku şanda Kantona Cizîrê nekarîn bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rûnê serdana Bexdayê kir. +Hat zanîn, şanda Kantona Cizîrê dê serdana Enqerê jî bikin û bi rayedarên tirk re rûnên. +Şêwirmendê ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiyên wan bi Kantona Cizîrê re nîne. +Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî ji Rûdawê re got, haya min ji serdana şanda han ya Bexdayê nîne. +Salih Gedo, ku hevdem Sekreterê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê ye jî, roja 21ê Çileya îsal û di dema ragihandina Kantona Cizîrê de wek wezîrê derve yê kantonê hat destnîşankirin, lê piştî vê bûyerê ENKSê endamtiya Gedo û partiya wî her wiha Ekrem Heso betal kir. +Tê zanîn, deriyê sînorî yê Til Koçerê par ji aliyê hêzên PYDê û (li gorî rayedarên rêjîma Sûriyê) bi alîkariya hêzên rêjîma Sûriyê ji bin kontrola çekdarên DAIŞê hat derxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê, hinek welatiyan derdên xwe yên nedayîna mûçe ku ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ev demeke mûçe hatiye sekinandin, ji Serokê Amerîka Barack Obama ra vegotin. +Arîşe û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bandor li ser jiyana civakî ya gelê Başûrê Kurdistanê jî kiriye, ev jî bûye sedem ku xelk li pey çareseriyekê yan sitarekê bigerin ku derdên xwe jê re vebêjin. +Yek ji wan sitaran, rûpela fermî ya Serokê Amerîka Barack Obama ye ku hinek welatiyên Başûr bi rêya wê rûpelê derdên xwe ji Obama re gotine… + + +Xarpêt (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê yê Bakûrê Kurdistanê di maleke xerabe de termên 3 xortan hat dîtin. + +Li bajarê Xarpêtê, îro (21.02.2014) serê sibê di maleke xerabe de termên 3 xortan hat dîtin. Li gorî agahiyên xizmên wan xortan 3 meh û nîv bû ew winda bibûn. +Navê ciwanan Mehmet Tag, Zûlkûf Bal û Bûrak Çîçek e. Mehmet Tah û hevalên wî 3 meh û nîv e ji mal derketine. Zivistanê jî, ji derve bûne. +Îro dema karkeran dixwestin wî xaniyê xerabe hilweşînin dibînin ku di malê de bêhnek heye. Piştre diçin dibînin ku 3 term ketine ser hev û temenê wan jî di navbera 17- 20 salan de ye. + +Li gor rapora polîsan di zivistanê de ji ber ku xwe germ bikin hatine ketine malê û bi komirê xwestine xwe germ bikin lê bi jehriya komirê jiyana xwe ji dest dane. +Hat diyar kirin ku cihê ku cesedên wan hatiye dîtin 20 kîlometre dûrî mala Mehmet Tag e. +Xizmên ciwanan diyar kirin ku xemsariya ewlehiyê heye. Hat diyar kirin ku ji ciwanan yek ji navçeya Maciranya ji eşîra Bêrîtana ye. Yek ji Depê yê din jî ji Palûyê ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet, her roj bi dehan made û fîlman ji saziyên ragihandinê re peyda dikin û dibe rojeva gelek televizyon û rojname û kovaran. + +Li nava kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, hin koçber hene li nûçeyên derbarê rewşa Sûriyê bi giştî de dinêrin û guhdar dikin. + +Lê belê hin koçber hene bi tenê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê yên ku di medyaya kurdî û erebî de belav dibin, dioşpînin û girîngiyê pê didin. + +Hinek koçber jî dibêjin ew bûyerên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê naşopînin û ew li wan televizyonan dinêrin ku nûçeyên zêdetir li ser kampan û rewşa koçberan belav dikin. + +Berûvajî van hemûyan, gelek koçber dibêjin li Sûriyê bi tenê bûyerên kuştin û revandin û wêrankirinê hene, lewma ew naxwazin ti carî li nûçeyên Sûriyê binêrin. + +Êş û azarên gelên Sûriyê ev nêzîkî 3 salane berdewame û êdî dîmenên kuştin û xwînê li wî welatî bûne beşek ji jiyana rojane ya xelkê û dema navê Sûriyê tê bihîstin, êdî mirov dizane ku mesele kuştin û wêrankirin e. + + + +Enqere (Rûdaw)- Tê çaverêkirin şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) di hefteya yekê ya adarê de biçin Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hat zanîn ku Ocalan dê ji bo Newrozê peyamê bişîne. + +Şanda BDP û HDPê herî dawî di 8ê sibatê de hevdîtin ligel Ocalan pêk anî û li bendê ye ku şand di hefteya ewil a adarê de biçe Îmraliye û dîsa hevdîtin pêk bîne. + +Wekîlên Koma BDPê Îdrîs Baluken û Pervin Buldan piştî hevdîtinê li meclisê civîn pêk anîbûn û xwestibûn ku ji bo pêvajo peş bikeve 3 şertên ku Ocalan pêşkêş kiriye bi yasayan bêne misogerkirin. + +Heta niha hikûmeta Tirkiyê ji bo van daxwazan ti gav neavêtiye. + +Li bendê ye ku şanda BDP û HDPê di adarê de biçe Îmraliyê û derbarê geşedanên dawî de nirxandinan bigirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, tê pêşbînîkirin ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de peyamekê bişîne. + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro nîvro 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê pêkhatin. + +Rêveberê keşnasiya parêzgeha Silêmaniyê Dara Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro duşemê 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê û derdora wê pêkhatin, lê ti ziyanên wê yên canî û amdî nebûn. + +Hesen diyar kir ku erdhej saet 11.59 deqe (bi dema Hewlêrê) bi tunduya 3.5, 12.01 deqe bi tundiya 3.3 û 12.26 deqe bi tundiya 3.2 li ser pîvera Rexterê bûn. + +Çavkaniyekê ji Navenda Hawarçûnê ya Pênciwênê ji Rûdawê re ragihand ku erdeh ne tund bûn. + +Sebîh Hoser + +Almanya(Rûdaw) - Şeva 12ê Çileyê ҫar ciwanên alman êriîşî navendeke hewandina penaberan li bajarokê Almanya Wohra yê nêzîkî Marburgê kirin. +Êrişa ku derdora demjimêr 4:20 de destpêkirî, zêdetirî 30 xulekan dom kir û êrişkar beriya polîs bigihijin cihê bûyerê ji wir reviyan. Di êrişê de jalouzîn (perde), pencere û derî hatin şikandin. Di êrişê de kesek birîndar nebû, lê jineke ducanî ji ber ku di dema êrişê de kete stresê ji bo lêkolînê birin nexweşxaneyê. +Derdora 50 penaberên kurd, iraqî, îranî, afganî, pakistanî û somalî di vê navenda hewandina penaberan de dijîn. Ciwanên êrişkar, ên rojekê piştî bûyerê xwe radestî polîsan kirîn, gotin ku ew ne nijadperest in, lê êriş di bin bandora şerabê de kirine û navenda hewandina penaberan jî bi tesadufî buyê armanca wan. +Li gor rojnameya Frankfurter Rundschau êrişkarekî meha Kanûnê, dema di ber navenda hewandina penaberan re derbas dibe, sloganên dijzagonî qêriyaye û silaveke dijzagonî daye. Li Almanyayê herî zêde ji bo sembolên Naziyan peyva dijzagonî tê bikaranîn. + +Piştî êrişê hevgirtina li dijî rastgiran ku ji gellek kom û partiyên ҫepgir, demokrat û sendîqeyan pêk te, du caran serdana penaberan kiriye. +Angelika, endameke hevgirtinê, dibêje ku wan piştî bihîstina bûyerê roja yekşemê ji bo cara yekemîn serdana penaberan kir: ";Dema em gihiştin wir polîsan nasnameya me lêkolîn kirin û gotin me baştir e hûn neҫin hundir. Lê me rêya xwe berdewam kir û em derbas bûn. Bi dîtîna pêşîn mezinahiya êrişê berҫav dibû. Gellek perde, derî û pencere hatibûn şikandin. Tamîrvan, penaber û zarokên wan, şaredarê bajarok û xwediyê xênî diҫûn û dihatin. +Em bi ҫend penaberan re li ser êrişê axivîn. Wan dixwest fêm bikin ka her ҫar ciwanan ji bo ҫi êrîş kirine."; +Angelika got ku ev ne êrişeke tesadûfî bû, lê yeka nijadperestî bû: ";Wan bi zanebûn ev navenda hewandina penaberan kirine armanca êrişa xwe. +Eger wan ev êriş di bin bandora şerabê de pêk anîban, wanê piştî demekê dev ji êrişa xwe berdaban. Lê ew ketin hundir û hemû deriyên malên penaberan şikandin û gotinên ne xweş ji penaberan re gotin, gef li wan xwarin û dengê qêrîna zarokan kirin. Ji bo êrişeke nijadperestî ne pêwist e ku kiryar bi rêxistinkirî bin."; + +Dosya êrişe xelas bûye û niha li ber destê dozger e. Te payîn ku di demeke nêz de doz li êrişkaran bê vekirin. Ji bo şermezarkirina êrişên salên borî gellek komên demokrat û ҫepgir roja 22yê Sibatê banga xwenîşandanekê li bajarê Friedensdorfê dikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara sala 2011an de û heta niha, çend rêkeftin di navbera xwe de îmze kirin, lê belê ew rêkeftin li ser erdê nehatin cîbicîkirin û bi tenê li ser kaxazan man. + +Li Rojavayê Kurdistanê niha partiyên siyasî li ser du eniyan hatine parvekirin, eniya yekem a Encûmna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye ku ji 12 partiyan pêk têk û eniya duyem jî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e ku ew jî çend partiyên din piştgiriya wê dikin. + +Ew her du enî ji destpêkê de nakokî di navbera wan de hene. + +Di dawiya meha çile ya borî de, PYDê û hevalbendên wê rêveberiya xweseriya demokrat li Rojavayê Kurdistanê ragihandin û hikûmet û parlamento li her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ava kirin. Piştî wê bi çend rojan nûnerên ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê de tevlî kongreya Cenêv2 bû. + +Ji ber van her gavan, nakokiyên di navbera PYDê û ENKSê de kûrtir bûn û gihişte radeya ku PYDê biryarê bide hemû saziyên xwe yên ku berê bi ser Desteya Bilind a Kurdî (DBK) dihesibandin, êdî bi rêveberiya xweseriyê ve girê bide û rêveberiya deriyê Sêmalka jî ku ji aliyê komîteyên hevbeş ên ji her du aliyan ve dihat birêve birin, wê jî bi hikûmeta kantona Cezîrê vê girê bide û nûnerên ENKSê ji rêveberiya derî derektin. + +Bi vê yekê jî Desteya Bilind a Kurd a ku tek rêya hev girêdana ENKSê û PYDê bû, di pratîkê de hat hilweşandin û êdî her du alî ji hev qut bûn. + +Niha PYDê û hevalbendên wê ji aliyekî de û partiyên ENKSê ji aliyê din de li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi partiyên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê pêk tînin û her aliyek ji wan gilî û gazinan ji yên din dike. + +PYDê ku wek baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ligel hevalbendên xwe yên di kantona Cezîrê de, ev çend rojin li bajarê Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî û çend partiyên din civiya, herwiha li Qendîlê ligel rayedarên KCKê jî civiyane û dixwazin piştgiriyê ji bo rêveberiya xweseriyê berfreh bikin. Lê heta niha nehatine Hewlêrê û ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku mezintirîn partiya Başûrê Kurdistanê ye ne civiyane. + +Wezîrê Derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin ligel PDKê bicvin û got ";Giraniyeke nêrîna PDKê li cem heye û cenavê serok Mesûd Barzanî him wek serokê PDKê û him jî wek serokê Herêma Kurdistanê xwedî giraniyekê ye û her kes li Rojavayê Kurdistanê lê guhdar dike. Em dixwazin car din ew di navbera me û ENKSê de bibe navbeynkar ji bo ku yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk were."; + +Li aliyê din, partiyên ENKSê jî ev çend rojin li Hewlêr û Silêmaniyê ligel YNKê, Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partiyên din dicivin. Di destpêkê de jî ligel serokê Herêma Kurdistanê jî civiyan. + +Partiyên ENKSê ku roja înê ya borî daxuyaniyeke berfereh derxistin û tê de rexneyên tund li siyaset û gavên PYDê li Rojavayê Kurdistanê kirin, nêrîna xwe derbarê vê yekê de ji partiyên Kurdistanî re şirove dikin. + +Heta niha partiyên ENKSê biryar nedane bê ewê ligel KCKê jî bicivin an na, lê belê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd ku yek ji partiyên ENKSê ye, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got ku ewê ligel hemû partiyên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bicivin û nêrîna xwe derbarê kar û reftarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bigihînin wan. + +Heta niha 3 caran Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û PYDê de bûye navbeynkar. Herî dawî jî di kanûna borî de kesatiya Kurd Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî wek navbeynkarê ketin navbera her du aliyan. Tevî ku her carekê ENKS û PYDê li hev dikirin, lê belê lihevkirina wan li ser erdê nedihat bicihkirin û bi tenê li ser kaxezan dima. + +Gelo wê vê carê partiyên Kurdistanî bikaribin her du aliyan carek din li hev bînin û eger ew li hev anîn dê bikaribin rêkeftin li ser her du aliyan ferz bikin yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa, dilgiraniya xwe himber nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de anî ziman, û daxwaz kir ku ew nakokî bên çareserkirin. + +Îro, 24.02.2014, Newşîrwan Mistefa ligel şandek ji partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ku ji 11 partiyan pêk hatibû, li baregeha serekî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê, civiya. + +Li gor malpera KNN, ";Newşîrwan Mistefa bi girîngî behsa rola Kurdên Rojavayê Kurdistanê di şoreşên Kurdan bi giştî de, û yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî kir, herwiha dilgiraniya xwe ji nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de anî ziman."; + +Ji aliyek din ve Mistefe daxwaz ji şanda ENKSê kir ku ";Nakokiyên xwe bidin alî û sûdê ji derfetên niha werbigirin û hemû alî bi hevre xwestekên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bidest bixin."; + +Herwiha Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê ragihand ku ";Siyaseta me ewe ku em destêwerdanê di karûbarên ti beşke din de nakin, lê em hemû hewlên xwe dikin jo bo jihev nêzîk kirina aliyan û parastina yekrêziya Kurdan."; + +Doh, 23.02.2014, heman şandê serdana Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl, kiribû û di hevdîtinekê de behsa nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, kiribûn. + +Kobanî (Hewlêr)- Piştî nemana çavdêriya hikûmeta Sûriyê û rawestandina karê şarederiyan, diyardeya lêkirina xanî û avahiyan bi awayekî çewt û li tersî plan û rêxistina şarederiyê li bajarê Kobanî berfereh bû, hin endeziyarên Kobanî simînerek ji bo rawestandina li ser vê diyardeyê bi alîkariya partiya Azadî ya kurd li bajarê Kobanî, lidarxistin. + +Di vê derbarê de endeziyar Besrî Şêx Berkel ji Rûdawê re got: ";Ji bo ku milet fêrbibe ku yasaya lêkirinê çiye, çiqas duriste ew lêke, çend qatan lêke, divê ew here cem endeziyarekî lêkolîneke lêkirinê çê bike, ne bi rengekî tevlihev lêke, wek nimûne divê xanî li şûna gulîstan û dibistanan lê nebin, divê agahî ji cihekî pispor werin girtin, armanca me ji vê simînerê ev bû."; + +Endeziyarên Kobanî di simînera xwe de ji beşdaran re diyarkirin ku sedemên lêkirina avahiyan li derveyî sîstema şarederiyê, çavtengî û timehiya kesên derûnlawaz û aborperestin, û ji bo rawestandina li hember wê diyardeya ku sîstema bajarê Kobanî xerab dike, hişmendî û alîkariya milet zor pêwist û girînge. + +Ji aliyê xwe, endeziyar Bekir Bekî got: ";Sedema lêkirina tevlihev li herêma Kobanî, yek jê timehî û çavtengiye, wv avahî bê sîstem radibin, her yek dixwaze zengîn bibe, hewşa xwe dide peymankarekî û lêdike, 4 qatan lêdike, ger ku avahî di navhev kevin an nekevin navhev ne xeme, ger ku kolan mezin be an biçûk be, ji wan ferq nake."; + +Di dema desthilatdariya rêjîma Sûriyê de û li gorî sîstema şarederiyê, çê nabû ku kes avahiyan ji zêdetirî 2 qatan bi jor de li bajarê Kobanî lêke, lê piştî wê û ana avahî ta 4 qatan bi jor de têne lêkirin. + +Armanca sereke ji simînera endeziyarên herêma Kobanî, danasîna ziyaniyên xanî û avahiyan bi awayekî çewt û li derveyî sîstema şarederiyan, û nasîna bandora wê ya nerênî li pêşeroja avakirina bajaran bi rengekî durist û şareza bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandekê ji Encûmena Niştîmaniya Suriyê (ENS), li Selahedînê civiya. + +Şanda Encumena Niştimanî ya Sûriyê ji Serokê Encumenê George Sebra û 4endamên din ên encumenê pêk hatibû. + +li gorî daxuyaniya civînê, ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, şanda ENSê spasiya Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin li ser hewlêsta Herêmê li himber bûyerên Sûriyê, herwiha şanda ENSê spasiy hikûmet û gelê Kurdistanê kirin li ser hewandin û pêdana alîkariyê bo penaberê sûriyê. + +Herwiha di civînê de, şanda ENSê pêvajoya meydanî û siyasî ya Sûriyê ji bo Serok Barzanî aşkere kir û her wiha balkişandin li ser rewşa mirovî ya xirab û ";Wan êş û janan kir ku ji aliyê hêzên rejîmê ve li ser hemwelatiyên Suriye tê sepandin."; + +ji aliyê xwe Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ";Balkişand li ser wê yekê ku helwêsta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Suriye her ji destpêkê ve zelal û aşkere ye û hêviya wê yekê xwest ku dawî bi êş û janên gelê Sûriyê bê û alîkarîkirina penaberên Sûriyê jî bi erkekî mezin zanî."; + +Herwiha Barzanî di beşekî din ji axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku ";Xelkê Herêma Kurdistanê bi destê zulm û wêrankariyekî zêde nalandine û gelek bi başî ji êş û jan û pêvajoya gelê Sûriyê têdigihin."; + +Di derbarê rola Kurd li Suriye Mesûd Barzanî ragihand ku ";Gelê Kurd ji kêmtirîn mafên xwe yên li Sûriyê bêpar bûye û pêwîste di paşaroja Suriye de mafên gelê Kurd bêne misoger kirin."; + +Pêvajoya Rojavayê Kurdistanê û encama danustandinên Cenêv2 mijareke dinê vê kombûnê bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û şanda pê re, li herêmên parastinê yên medyayê bi hevserokên Desteya Rêveberya KCKê re Cemîl Bayk û Besê Xozat re hevdîtin kir. + +Wezîrê Karên Derve Gedo di daxuyanya xwe ya ji bo çapemenyê de anî ziman ku KCKê ragihandye ku ew destekê didin îlana kantonên xweserya demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê û pêşniyar li partyên siyasî yên ji Rojavayê Kurdistanê kiriye ku ji bo çareserya nakokyên navbera xwe hîn bêtir bikevin nava hewildanan. + +Heyeta ji Wezîrê Karên Derveyê Kantona Cizîrê Salih Gedo û alîkarên wî Şamîran Şemûn û Emîna Osê, Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Fadil Mûsa, Berdevkê Meclîsa Rêvebera Kantonê Hoşeng Derwîş û Nûnerê TEV-DEM'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, pêk hatibû. + +Piştî civîna ligel Cemîl Bayk û Besê Xozat, şanda Gedo û şanda pê re serdana gerîleyên PKKê kirin. + +Kantona Cizîrê, di 21ê meha borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ji Kurd, Ereb û Xiristiyanên Rojavayê kurdistanê ve hatibû ragihandin, bêy beşdariya Encumena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS). + + +Efrîn (Rûdaw)- Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, keçeke kêmendam helbestvane û jiyana xwe ya rojane di mala xwe de di nav siruşta çiyayê kurmênc de derbas dike.Heya niha kesekî alîkariya wê helbestvanê nekiriye. + +Huda keçeke kêmendam e lê viyana wê gelekî xurt e, û ji ber rewşa wê ya tendirûstî nikarîbû xwendina xwe temam bike, lê ew dibêje ku di pêşî de gelek astengî hebûn lê viyana wê ji her astengiyekê xurtirbû û hêviyên wê hertim bilind bûn,ew jiyana xwe ya rojan bi xwendinê derbas dike + +Ew kêmendam e, tendirûstiya wê xerab e, lê hêviyên wê mezin in û kêmendametiyê, hîn jî ew hêvî neşikandine, ew ji bo pêşeroja xwe jî gelekî geşbîn e. + +Heya niha Huda dîwaneke helbestî çap kiriye bi navê ";Evîn yek zimane"; û bi hêvî ye ku dîwana xwe ya duyemîn di demeke nêzîk de çap bike û dixwaze fêrî kurdî bibe da bi kurdî helbestan binivsîne. + +Pêdiviya Huda bi gelek alîkariyan heye, ji ber ku ew kêmendame û malbata wê jî di rewşeke hejar û xirab de ye. + +Viyana Huda wek hêza çiya ye û li hember astengiyan rawestiye,lê bextê wê ye ku di vê rewşê de bijî bêyî ku kesek alîkariyê jê re bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê naskirî yê Kurd Şeyda bi serdanekê hatiye Başûrê Kurdistanê û dê tevlî çend konsert û ahengan bibe. + +Şeyda tevlî bultena Rûdawê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê, huner, jiyan û karê xwe yê rojane de axifî. + +Hunermendê Kurd Şeyda ku heta vê gavê jî ji Rojavayê Kurdistanê dernektiye got ku Rojava di rewşeke giran û dijwar er derbas dibe. + +Şeyda anî ziman ku ew amade ye di ber Rojavayê Kurdistanê de çek rabike û şer bike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja pêncşembê 27/2/2014 dê festîvala ";Stockholm Kurdish Film Festival 2014"; destpêbike. + +Li gor daxuyaniya rêveberiya festîvalê, festîval dê bi filmê derhêner Huner Selîm ê bi navê ";My sweet pepperland"; destpêbike. + +Festîval heta 2yê adarê berdewam e. + +Di nava rojên festîvalê de, derhênerên kurd Hîşam Zaman û Bêrî Şalmaşî dê amade bin ji bo guftûgoyê li ser filmên xwe li gel temaşevanan bikin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya rejîmê û hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de alozî derket. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku şeva borî hêzên ewlekariya rejîmê 2 endamên asayişa PYDê li hotela Hedaya li bajarê Qamişlo girtin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku li hember vê yekê hêzên asayişa PYDê jî 15 endamên hêzên ewlekariya rejîmê girtin û gotin ew wan bernadin heta ku her du endamên wan neyên berdan. + +Malperên nêzîkî PYDê jî duh derengiya şevê belav kirin ku hêzên rejîmê ew du endamên asayişê berdan, lê ne gotin bê asayişê jî her 15 endamên hêzên ewlekariyê berdane yan na. + +Heman malperan gotin ku ew du kesên hatibûn girtin Suryanî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi ti awayekî ew ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê qebûl nakin. + +Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakcî civiya. + +Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa niha ya siyasî û ewlekarî ya Iraqê, bûyerên li parêzgeha Enbarê û çend navçeyên din ên Iraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên bê yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha bal kişandine ser hewlên çareserkirina pirsgirênên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên derbarê çareserkirina pirsa budceyê û pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê. + +Derbarê vê yekê de Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan di rêya diyalogê re ligel Bexdayê çareser bike. + +Nêçîrvan Barzanî got ";Lê bi ti awayekî em li ser ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêjan ligel Bexdayê nakin, ji ber ev yek nayê qebûlkirin";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Hikûmta Iraqê nabê mûçeya karmendan wek karta siyasî li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne. Herêma Kurdistanê êdî paşde venagere û hikûmeta Iraqê nabê wek parêzgehekê mamele ligel Herêma Kurdistanê bike";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de herwiha mijarên girêdayî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, vekirina çend deriyên nû yên sînor di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, kar û projeyên kompanî û weberhênerên Tirkiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê û berferehkirina geştên asmanî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin. + +Silêmanî (Rûdaw)- Piştî ku di rojên borî de çend erdhej li bajarokê Pênciwênê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê pêk hatin, îro sibehê û şeva borî jî Pênciwên car din hejiya. + +Rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê Dara Hesen di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî û îro sibehê 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê pêk hatin. + +Hesen diyar kir ku erdheja yekem saet 9.06 deqeyê şevê (bi dema Hewlêrê) bi tundiya 3.1, erdheja duyem saet 1.38 deqeyê şevê û ya sêyem îro sibehê saet 9.05 bi tundiya 3.3 pêk hatin. + +Li aliyê din rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku sibê dê pêleke baran barînê ber bi navçeyên Herêma Kurdistanê bê û dê 2 rojan bidome. + +Zinar Ala + +Almanya(Rûdaw) - Bangîn Şakir li gundê Latîfiyê yê ser bi Qamişloyê di 1969ê de hatiyê dinê. Piştî standina bawernameya bekeloryayê û xilaskirina xizmeta leşkerî, ew hat Ewropayê û ev bûn 22 sal ku li Almanyayê dijî û bê rawestan xebitiye heya ku cihekî xwe di nav karsazan de girtiye. Bangîn deriyê mala xwe li Munsterê ji Rûdawê re vekir û derbarê jiyan û xebata xwe de axivî. + +Beriya almanî fêrî tirkî bû + +Bangîn ji malbateke xizan tê, dema fersenda koçberiya ber bi Almanyayê ve peyda bibû, pereyên wî ji bo vê rêwîtiyê tine bûn: ";Xuşkeke min nû zewicîbû, wê zêrên xwe dan min, birayê min jî pere ji min re peyda kirin, ango bi deynan ez hatim vir. Feqîrî ne şerm e, wê çaxê bavê min ji bo ku pantalonekî ji min re çêbike, qimaş bi deyn kirrîbû û bi deyn jî li ba terzî dirûtibû."; Di 1992yê de Bangîn hat Almanyayê û piştî du sal û nîv mafê penaberiyê stand, di wê demê de wî li bajarê Oberhausenê li ba miroveke xwe di dîkaneke goştfiroşiyê de kar dikir: ";Bi rêya vî karî ez fêrî bazirganiyê bûm û ez li wir jî fêrî zimanê tirkî bûm. Ji ber ku gellek Tirk li wir dijiyan, ez fêrî tirkî bûm beriya ez fêrî almanî bibim."; Bangîn dikene û wiha pêde diçe: ";Almanî jî bi rêya danûstandina di kar de û li ser cadeyê ez fêr bûm."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tekîd kir ku şanda Hewlêrê wê neçe Bexdayê heta ku hikûmeta Iraqê bersiva pêşnyarên Herêma Kurdistanê bide. Serokê Parlamentoya Iraqê jî dixwaze di navbera her du aliyan de bibe navbeynkar. + +Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ewê di dawiya vê heftiyê de bi serokatiya şandeke frakisyona Mutehîdûn serdana Hewlêrê bike. + +Li hember vê yekê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Her kesek bikaribe di vê mijarê de axaftinekê xêrê bike û bikaribe pirsgirêkê çareser bike emê pêşwaziyê lê bikin";. + +Dizeyî herwiha got ";Em hêvîdarin Bexda bi xwe çavekî di biryara xwe re derbas bike û pirsgirêk negihe navbeynkariyê";. + +Derbarê civînên bê yên şandên Hewlêr û Bexdayê de, Dizeyî got ";Em ji bo danûstandinê serdana Bexdayê nakin û emê li benda bersiva wan bin";. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku wan di serdana xwe ya vê dawiyê de li ser mijarên petrolê gorûbêj kirin û nêrînên pev guhertin. + +Dizeyî got ";Bexda gotiye ewê nêrînên Hewlêrê dîrase bikin û dê bi nivîsekî me agehdar bikin, pişt re eger pêwîst bû dê civînê pêk werin, lê heta niha bersiva wan tine ye û em jî li bendê ne";. + +Kobanî (Rûdaw)- Ev bû 7 roj ku derdora 150 Kurdên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke çekdarên nenas ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Roja Çarşema borî de derdora 150 rêwiyên Kurd ên Kobanî li ser rêya navnetewî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de li nêzîkî herêmên Kenterî û Aleyî li parêzgeha Reqayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin girtin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kirk u piştî girtina rêwiyan, çekdaran ji şofêrekî saloneke ku rêwî radikirin xwestibûn ku jinan vgerîne herêma Kobanî û piştî gihandina jinan vegere xwe teslîmî wan bike. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku şofêrê salonê jin gihandin Kobanî û xebera girtina rêwiyan li herêma Kobanî belav kiribû û bi xwe jî venegeriyabû cem wan çekdaran. + +Rêwiyên Kobanî ku di 11 salonan de bûn dixwestin di rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê ew bi tev de hatin girtin, tenê jin ji aliyê wan çekdarên nenas ve hatin berdan û vegerandin. + +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî herwiha got ku heta vê gavê çarenivîsa girtiyan nediyar e û xwediyên wan nizanin ku ew ji aliyê kê ve hatine girtin û niha ew li kû ne?. + +Bajarê Reqayê ku navenda parêzgehê ye û herwiha piraniya navçeyên wê di bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî Qaîde de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Televizyonek li avahiya kovara Milmilanê li bajarê Hewlêrê teqiye û rêveberê kovarê guman dike ku bombek tê de be, lê asayişa Hewlêrê piştî lêkolînê vê yekê red dike. + +Îro berî nîvro televizyonek li avahiya kovara Milmilanê li bajarê Hewlêrê teqiya. + +Rêveberê kovarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Em guman dikin teqîna televizyonê di rêya bombekê re be ku li nav televizyonê bû, ji ber dema televizyon teqiya elektrîk nebû heta ku em bêjin kontak çêbûye";. + +Rêveberê asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê red kir ku ti bombek teqîbe û ew guman jî red kir. + +Nûrî got ";Piştî lêkolînên tîmê, derket ku teqîna wê televizyonê ti têkiliyeke bi bombe ve nîne, ji ber ku ti ziyanên wê nebûn, lewra dibe ku ji ber kontaka elektrîkê agir girtibiyê";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi tundî axivî û diyar kir, ti kes nikare mûçeyê xelkê qut bike û wiha got: ";Em vê yekê wek ragihandina şer li dijî gelê Kurdistanê dizanin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (25.02.2014) li Hewlêrê bi balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakçî hevdîtin pêk anî û li ser pêwendî û nakokiyên Iraq û gelên kurd û şîe wiha got: ";Gelê Kurdistanê ti pirsgirêkek bi gelê şîe re nîne, tenê ji reftarên rayedarên Bexdayê nerazî ye."; + +Barzanî li ser aloziya ku li ser hinartina petol, bûdce û arîşeyên din di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye, got, Herêma Kurdistanê yek gav jî li dijî destûra bingehîn nehavêtiye û tenê mafê xwe yê destûrî di warê petrolê de bikar aniye. + +Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakçî jî behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û wiha got: ";Tirkiye girîngiyek mezin dide pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê. Tirkiye dixwaze di warê enerjiyê de pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê hîn xurttir bike."; + +Kaymakçî her wiha behsa serdana Baranî ya Amedê jî kir û diyar kir, wê serdanê gellek dîwar şikand û ji Barzanî re wiha got: ";Rola we di pêvajoya aştiyê de pir girîng e."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî, ragihand, ew daxuyaniyên berpirsekî YPGê ku gotibû ";PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriyê û li dijî me dide şerkirin"; got, ew daxuyanî buxtan û derew in. Êminkî her wiha ji ber belavkirina wê nûçeyê rexne li rojnameya Hawwlatî girt. + +Rojnameya Hawwlatî di hejmara xwe ya îro (25.02.2014) de hevpeyvînek bi berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê bi navê Polat Can belav kir ku Polat Can tê de dibêje, beşek ji fermandeyên wan hêzên ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî YPGê şer dikin, pêşmergeyên PDKê ne. + +Wî berdevkê YPGê her wiha îdia kiriye ku PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û li dijî YPGê dide şerkirin. + +Li hember vê yekê, Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî di daxuyaniyekê de bersiva wî berdevkê YPGê û rojnameya Hawwlatî da. Êminkî diyar kir ku ew gotin û îdia derew û buxtan in û wiha got: ";Gotinên berdevkê YPGê bi eşkere nîşan dide ku ew di nav wehm û reşkirinê de ne."; + +Êminkî her wiha ji ber belavkirina wan daxuyanî û gotinên berdevkê YPGê rexne li rojnameya Hawwlatî jî girt û got, diviya Hawwlatî bi awayekî berpirsiyarane tevgeriyaba û derew û buxtanên wisa belav nekiriba. + +Antalya (Rûdaw)- Li navçeya Alanya ya Antalyayê hejmarek kesan êrîşî ofîsa hilbijartinê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kir. Di êrîşê de 4 endam û rêveberên BDPê birîndar bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, ";li navçeya Alanya ya Antalyayê duh saet 8 êvarî komek nijadperest li ber 1emîn ofîsa hilbijartinê ya BDPê ya li taxa Hacerê kom bûn û silogan avêtin. Piştî demekê hejmara komê zêde bû û êrîşî ofîs kirin";. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku di êrîşê de rêveberên BDPê yên Alanyayê A.Rezak Kaya û A.Akîm Aktaş û 2 endamên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn. + +Serokê Rêxistina BDPê ya Alanyayê Fahretîn Kîraz got ";Dema koma biçûk hat pêş ofîsê li qaymeqam û polîsan geriyan, lê ji ber ku tedibîr nehatin girtin kom mezin bû û êrîş pêk anîn";. + +Kîraz anî ziman ku di êrîşê de rêveberên wan A.Rezak Kaya û A.Akîm Aktaş û 2 ciwan birîndar bûn. + +Amed (Rûdaw)- Wêneyên Fatma Erkan a 11 salî ku di sala 1995an bi navê endama PKKê li gundê Sîtê yê girêdayî Midyadê hat kuştin, aşkere bûn. ÎHD jî dibêje ew dê li rayedarên leşkerî û dozger gilî bikin. + +Li navçeya Midyadê Mêrdînê gundê Sîtê di 14ê cotmeha sala 1995an de 2 endamên PKKê û Fatma Erkan ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn kuştin. + +Têkildarî bûyerê endaman Komîsyona Huqûqê şaxa ÎHDê Parêzer Rahşan Bataray ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da gihişt belgeyên girîng ên derbarê kuştinê de. Di wan belgeyan de wêneyên Fatma yên piştî kuştinê jî hene. + +Di wêneyên ku piştî 20 salan derketin holê de mîna Dozgerê Komarê yê Midyadê Atîlla Cengîz ku bi israr Fatmaya biçûk wek ";endama rêxistinê"; diyar kiribû li ser Fatma bi cilên xwe derdikeve, lê çekeke kelaşnîkof li kêleka wê hatiye danîn. + +Bapîrê Fatma Erkan, Îzzet Erkan dibêje ";Fatma li derve ligel zarokan dilîst. Dinya hîn nû tarî bûbû. Me dengê çekan bihîst. Me nikarîbûn derkevin derve. Serê sibehê leşker hatin em kom kirin. Yuzbaşî cenazeyê zarokekê nîşanî me da. Me dît ku Fatma ye";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, parêzer Rahşan Bataray Saman diyar kir ku îhtîmala dosya ji ber demboriyê bê girtin zêde ye û got ";Di rastiyê de wan leşkerên ku bûyer pêk anîne pir bawer in dê ceza negirin û li gor wê tevgeriyane. Dozgeriya ku ew dîtiye jî ti lêpirsîn nedaye destpêkirin. Lewma em ê derbarê dozger de jî gilî bikin, ji ber wan bi keyfa xwe û dûrî rastiyê, Fatma 11 salî wek endama rêxistinê bi nav kirin û gotibûn ew di şer de hatiye kuştin";. + +kerkûk (Rûdaw)- Li bajarê Kerkûkê li dijî neşandina budceya Herêma Kurdistanê xwepêşandanek derket. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku xwepêşandan ku li ser banga saziyên civaka sivîl e, li nêzîk Kompaniya Petrola Bakur derbas dibe. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku xwepêşander druşma ";Ez kerkûkim kurdistanî me"; bilind dikin û daxwaz dikin ku hinartina petrola Kerkûk bo bendera Ceyhanê bê rawestandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Guvaşên hikûmeta navendî li ser Herêma Kurdistanê didomin û piştî ku budce û mûçeya fermanberan neşand, niha Bexdayê biryar da geştên asmanî navbera Herêma Kurdistan û welatên Ewropayê jî rawestîne. + +Rêvebera balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva şemiyê 22/2/2014 hikûmeta Iraqê rê neda xetên asmanî yên Germania û Hurmuz ku ber bi Swîd û Almanyayê ve diçin, vegerin û heta niha ew xet hatine rawestandin. + +Telar Fayiq aşkere kir ku ew nizane bê ew biryar ji aliyê kê ve derketiye û got ";Em nizanin bê kê biryar daye wan xetan rawestîne û Bexda jî ti carekê ji me re nabêje bê ew biryaran ji aliyê kê ve derdikevin, lê Bexdayê rê nedaye wan ji bo ku vegerin Hewlêrê";. + +Fayiq herwiha got ";Wek em dibihîsin û tê axaftin, dibêjjin li ser biryara Malikî bû, lê ti nivîsek negihiştiye me";. + +Rêvebera balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê anî ziman ku hikûmeta Iraqê herdem astengan li ber geştên asmanî yên Hewlêrê derdixe û got ";Ew bi awayekî berdewam hewl didin astenagn danin û wek mînak xetên Lufthansa di heftiyê de 4 geştên wê hebûn lê Bexdayê hejmara geştên wê kire 2 geşt";. + +Dirbêsî (Rûdaw)- Di nava 2 mehan de li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li bajarê Dirbêsiyê 2 hemwelatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin. + +Herî dawî hemwelatiyê bi navê Mistefa Şemsedîn ê bavê 7 zarokan berî çend rojan li ser sînor ji aliyê leşkerîn Tirkiyê ve hat girtin. + +Li gor raportên bijîşkî, Mistefa di bin îşkenceyê de hatiye kuştin. + +Rêxistinên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê hikûmeta Tirkiyê li hember kuştina wan hemwelatiyan li ser sînor berpirsyar dizane. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya deriyê Til Koçer ê di navbera Rojavayê Kurdistan û Iraqê de ku niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê de ye, dixwaze derî li ber bazirganiyê jî bê vekirin. + +Rêveberê deriyê Til Koçer Siyamend Osman di daxuyaniyekê de ku ji aliyê medyaya nêzîkî PYDê ve hatiye belavkirin, ragihand ku ev demeke derî li ber alîkariyên mirovî vekiriye. + +Osman aşkere kir ku di vê dema dawî de gelek alîkariyên mirovî wek xwarin, semad û sûtemenî di rêya Til Koçer re ku li aliyê Iraqê di destê Bexdayê de ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Rêveberê deriyê Til Koçer bal kişand ku têkiliyên wan ligel aliyê iraqî berdewam in ji bo ku derî li ber bazirganiyê jî bê vekirin. + +Siyamend Osman herwiha got ku ew dixwazin kel û pelên wek nîsk, nok û pîvazan ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Iraqê bikin. + +Heftiya borî, wezîrê derve yê kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye avakirin, Salih Gedo ji Tora Medyay ya Rûdawê re ragihandibû ku ew ligel hikûmeta Iraqê civiyane û hikûmetê soz daye wan ku deriyê Til Koçer li ber bazirganiyê jî veke. + +Di 26ê cotmeha 2013an de, deriyê Til Koçer ji bin kontrola çekdarên radîkal hat derxistin û ket bin kontrola YPGê. + +Berî niha hatibû ragihandin ku PYDê ji Hikûmeta Iraqê xwestibû ku deriyê Til Koçer bê vekirin, lê berpirsên Bexdayê ji bo vekirina 2 merc li ber berpirsên PYDê danînûn ku ew jî divê ala fermî ya Sûriyê li ser derî bê bilindkirin û herwiha rêvevberiya derî di destê hikûmeta Sûriyê de be. +Rûdaw (Hewlêr)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku wê operasiyonên xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê rawestandin ";li ser xwesteka rêveberiya xweseriyê daye."; + +Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, ku îro roja 26 mehê hate weşandin, YPGê, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, ragihand ku wê, li ser daxwaza Birêveberiya Kantonan hemû çalakiyên xwe, yên şer, êrîş û operasyonan li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê rawestandin. + +Li gor daxuyaniya YPG, ew her wiha çalakiyên xwe yên leşkerî li bajarên weke Reqa, Heleb jî, ku Kurd li wan deran dimînin, radiwestîne. + +Di beşekî din de, YPGê da zanîn ku ";Ewê di rewşa parastinê de bimîne"; lê ew dê bersiva her êrîşekê jî bidin ";Çi di rêya êrşîan de be yan jî bi rêya bombeyan re be."; + +Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku ev biryar li ser xwesteke berpirsên rêveberiya xweserî û şêwirmendê desteya bergiriyê, standiye. + +Di dawiyê de YPGê ew tekez li ser ";Têkiliyên civakî û pêkvejiyana di navçeyn Cizîre, Kobanî û Efrînê, di navbera hemû pêkhatan de dikin";. + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê digel Turk Egîtîm-Senê bi armanca protestokirina pêşnûmeya ku têkildarê guhertina ‘Qanûnan Bingehîn a Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê’ rojekê dest ji kar berdan û ji Kolana Hunerê heta li ber AKPya Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xistin. + +Mamostayên ser bi Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro neçûn ser kar. Li bajarê Dêrsîmê mamostayên ku wekî kedkarên perwerdeyê tên nasîn, bi boneya protestokirina pêşnûmeya ku têkildarê guhertina Qanûnan Bingehîn a Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê îro neçûn ser karên xwe. + +Li gorî vê pêşnûmeya ku niha li Parlamentoya Tirkiyê tê gotûbêjkirin, êdî dibistan û zanîngehên taybet jî dê bikarin ji çavkaniyê mîrî/gelemperî sûd werbigirin. + +Îro danê nîvroyê li Dêrsîmê digel destberdana kar a yek-rojî, Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê bi heman hinceta navborî ji Kolana Hunerê heta ber şaxa Partiya Dad û Geşedan (AKP) a Dêrsîmê xwepêşandanekê saz kirin. + +Çalakiya ku bi piştgiriya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî KESKê, bi tevlîbûna nûnerên partiyan û namzedên BDPê yên şaredariyê pêk hat de, li ser navê girseyê Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun daxuyanî xwend. + +Olgun, di destpêka axaftina xwe de got ku armanca vê qanûna ku niha li parlamentoyê tê gotûbêjkirin ew e ku dê perwerdehiyê ber bi kerta taybet bibe. + +Olgun, derbirî ku bi hêviya ku dengê nerazîtiya xwe bigihînin hikûmetê, Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê biryara ku li seranserê Tirkiyê rojekê dest ji kar berde girtiye. + +Olgun, qanûna navborî ya tê gotûbêjkirin, wekî ";qanûna herî mezin a jinavbirina perwerdeya gelemperî"; bi nav kir û got, ";Ger ev qanûna hanê bê pesendkirin, girift û kêşeyên ku niha di perwerdehiyê hene dê kûrtir bibin."; + +Olgun, bilêv kir ku hikûmet di bin navê girtina dersxaneyan de bi ‘komqanûnan’ dixwazin vê qanûna ku taybetkirina perwerdeyê jî derbas bike. + +Di vî warî de Olgun wiha daxuyand: ";Bi pêşnûmeya ku li parlamenteyê tê gotûbêjkirin, bi hinceta veguherandina dersxaneyan, hikûmeta AKPê hewl dide çavkaniyên gelemperî veguhezîne dibistanên taybet. Bi vê qanûnê tê payîn ku erd û avahiyên dewletê bi temamî yan jî bi kirê bidin kerta taybet û weqfên taybet."; + +Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun îdîa kir ku piştî vê qanûnê dê hêdî hêdî rê li ber parêzgaran vebibe ku êdî ew mamostayan tayîn bikin. + +Olgun, got ku bi ‘budçeya bêsînor’ a ku dê hikûmet ji bo dibistanên taybet terxan bike re ‘di perwerdeyê de keys û firsenda yeksaniyê’ têk diçe. + +Herwiha Olgun, di axaftina xwe de sendîkaya mamostaya Egîtîm Bîr Sen wekî alîgirê hikûmetê bi nav kir û got ku divê beşdarnebûna vê sendîkayê jî kedkarên perwerdeyê li ber çav bigirin. + + + +Kobanî (rûdaw)- Li gundê Helincê yê ser bi Kobanî ve li Rojavayê Kurdistanê, jineke ku di sala 1901 de ji dayîk bûbû, jiyana xwe jidest da. + +Îro, 26.02.2014, Hewa Şêxo, ku jineke Kurde û jidayikbûya sala 1901ê de ye, di temenê 113 saliya xwe de wefat kir. + +Pîrejina bi navê Hewa Şêxo, dayîka 9 zarokan û dapîra 225 neviyan bû. + +Hevserê wê di sala 1955 de, miribû, û Hewa ji di dirêjiya 60 salan de, li ser zarokan mabû û ew xwedî kiribûn. + +Bi vî temenê xwe yê dirêj, Hewa Şêxo tementirîn jina Kurde ku li Kobanî jiyana xwe ji dest dide. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanî, ti guhertinên berçav di navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de çênebû, têkiliyên wan wekî berê sist û lawaz man. + +Di vê derbarê de Bextyar Hisên, endamê Komîteya Herêmî ya PDKS (Elpartî), ji Rûdawê re got:";Ji dema ragihandina rêveberiya demkî ya demokratîk, wek ku dibêjin, ti guhertin di têkliyên di navbera ENKSê û EGRKê de, ne bi awayekî erênî û ne bi nerênî çênebûye."; + +Ji roja damezrandina xwe de, Rêveberiya Demkî ti helwest di mafê partiyên ENKSê li herêma Kobanî nedane, û partiyên kurd jî li hember karê rêveberiya demkî ranewestiyane, lê ew xwe di rêveberiya ragihandî de nabînin, ji ber ku ew tê de ne beşdarin. + +Hisên Şerîf, endamê Komîteya Herêmî ya PAKS, li ser vê babetê wiha ji Rûdawê re dibêje: ";Ji ber ku tiştek ji rêveberiya demkî nehatiye dere, ta ku em bibêjin ku têkliya me jê heye an na, em hêvîdar bûn ku rêveberiya hevbeşba di navbera hemî aliyên tevgera kurdî de, ger ku karne ji vê rêveberiyê werne der, em nikarin bibêjin ku em pê re têkildarin, ji ber ku em tê de ne pişikdarin."; + +Herweha rêveberiya demkî ku wekî hikûmetekê xwe dibîne û karê li ser erdê dike, ji partiyên ENKSê nexwestiye ku ew li gorî yasaya wê kar bikin, û ti problem ji wan re çê nekirine û karê wan asteng nake. + +Ji aliyê xwe Necmedîn Geyad, endamê polîtburoya PYKS, got: ";Em karê xwe wek berê dikine, û ti astengî ji me re şê nekirine li ser erdê, di warên karên me yên siyasî û civakî de, em wek serbest karê xwe dikin, em karên xwe yên partîtî û rêxistinî û civakî dikin."; + +Bi gelemperî, ta vê demê ti nakokî di navbera rêveberiya demkî û partiyên ENKSê de çê nebûne, û rewş aram derbas dibe, ew jî cihê rihetiya xelkê ye. + +Ragihandina rêveberiya denkî ya xweseriya demoqratîk li kantona Kobanî, ti bandor li têkiliya di navbera ENKSê û EGRKê nekir, ne bi erênî û ne jî bi nerênî, û ta vê demê ti problem di navbera partiyên ENKSê û rêveberiya demkî de derneketine holê, û her aliyek ji yê din cuda karê xwe berdewam dike. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê îro standên komkirina îmzeyan ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan dane û dixwaze milyonek û 220 hezar îmze kom bike. + +Rêxistina BDPê ya Amedê di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadkirina Ocalan, plansaziya çalakiyê ya 5 rojan a ji bo Amed û navçeyên wê amade kir. + +Hevseroka rêxistina BDPê ya bajarê Amedê Zubeyde Zumrut di daxuyaniyekê de got ";Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi dewletê re kirine de, girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd gelek pêşniyar pêşkêş kir. Bi taybet agirbesta ku di newroza 2013an de ragihand";. + +Zumrut bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku di pêvajoyê de jidil tevbigere û helwesteke li gorî ruhê pêvajoyê nîşan bide. + +BDPê di çarçoveya kampanya îmzeyan de di navbera 27ê sibat û 3yê adarê de, li bajar û navçeyan wê çalakiyên komkirina îmzeyan pêk bîne. + +Îzmîr (DÎHA)- Şerîf Elî xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1994an de bi sedema endamê PKKê ye li Tirkiyê cezayê muebbet lê hat birrîn, wî piştî 22 salan dayik û bavê xwe dîtin. + +Şerîf Elî di sala 1994an de ku temenê wî di bin 18 salan re bû, bi sedema endamê PKKê ye ji aliyê Îranê ve radestî Tikriyê hat kirin û cezayê hethetayê lê hat birrîn. + +Dayika Şerîf, Emîne Hebeş û bavê wî Mistefa Elî piştî 22 salan kurê xwe Şerîf Elî li şaxa biyaniyan a Rêveberiya Polîsan a Îzmîrê dîtin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, dayik Emîne Habeş derbarê dîtina kurê xwe de got ";Dema ji malê derket hîn zarok bû. Niha 38 salî ye. Êdî xitiyar bûye. Diranên wî ketine. Êdî ez dixwazim kurê min derkeve. Dema derkeve em ê wî bibin Sûriyê. Kurê min tiştekî xerab nekiriye";. + +Bavê Şerîf, Elî Mistefa jî bi dîtina kurê xwe kêfxweş bû û got ";22 sal in min kurê xwe nedîtibû. Nedihiştin em kurê xwe bibînin";. + +Mistefa dolgiraniya xwe li ser çarenivîsa kurê xwe anî ziman û got ku eger kurê radestî Sûriyê bê kirin an wê bê kuştin an jî dê wê bişînin eskeriyê. + +Serokê TAYD-DERê ya Îzmîrê Dunyamali Arîç jî diyar kir ku Şerîf Elî yê hatiye tehliyekirin, lê hîn jî li şaxa biyaniyan a Îzmîrê tê rawestandin û wiha got ";Şerîf niha wek esîrê şer tê girtin. Tevî ku hatiye tehliyekirin jî di jêrzemîna şaxa biyaniyan de tê ragirtin. Em dixwazin bê berdan";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşka Dadê ya Îranê dibêje ku li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, li gor hejmara nişteciyên wê, rêjeya herî mezin a xwekuştinê tê de çêdibe. + +Li gor amarên Bijîşka Dadê ya Îranê, Tehran di zêdebûna rêjeya xwekuştinê de yekem e û Kirmaşan a duyem e, lê li gor rêjeya nişteciyan, li Kirmaşan rêjeya herî zêde ya xwekujiyê heye. + +Bijîşka Dadê ya Îranê diyar kir ku di 9 mehan de 3 hezar û 125 kes li seranserê Îranê xwe kuştine. + +Hin saziyên din ên hikûmeta Îranê dibêjin ku hejmara kesên xwe dikujin gelekî zêdetirî wê hejmara ku Bijîşka Dadê belav kiriye. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- 135 endamên kongreya Yekîtiya Siyasî ku dixwestin di rêya deriyê Sêmalka re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin rê bo wan nehat dayîn, rêveberiya derî jî dibêje wan kesan razîbûna wezareta navxwe ya kantona Cenzîrê wernegirtiye. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh çarşemê 135 endamên kongreya Yekîtiya Siyasî dora 5 saetan li ber deriyê Sêmalka man, lê rê ji bo wan nehat vekirin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şeva borî jî her 135 kes li gundên ser sînor şeva xwe derbas kirin û li bendê ne ku îro bikaribin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê belê heta niha nediyar e bê dê rêveberiya Sêmalka rê bide wan yan na. + +Berpirsên Yekîtiya Siyasî dibêjin ku wan berî çend rojan serdana hikûmeta kantona Cezîrê li bajarê Amûdê kiriye ji bo ku ti astengî li ber derbasbûna endamên kongreyê çênebin û ji wan re hatiye gotiye ku ewê bi serbestî derbas bibin. + +Derbarê vê yekê de, endamê rêveberiya deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha ti nivîseke fermî ji aliyê hikûmeta kantona Cezîrê derbarê derbasûna endamên kongreya Yekîtiya Siyasî de negihiştiye destê wan. + +Ebdilezîz tekîd kir ku her wextekî ew nivîs bigihe destê wan dê rê bo wan kesan bê vekirin û dê bikaribin bi serbestî û bê ti astengî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û got ";Her şandên siyasî dema bixwazin ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibin divê serdana wezareta navxwe ya kantona Cezîrê bikin û destûra wan bistînin";. + +Deriyê Sêmalka berî niha ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ve dihat birêvebirin. + +Lê piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hat ragihandin û hikûmetek li kantona Cezîrê hat avakirin, rêveberiya deriyê Sêmalka ji bin destê komîteyên hevbeş hat derxistin û ket destê wê hikûmetê. + +Biryar e kongreya Yekîtiya Siyasî ya ku ji partiyên Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurdistanê û her du partiyên Azadî pêk tê, di 3yê adarê de li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Şeva borî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî nahiyeya Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyekê ji gundê Til Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û navenda asayişa PYDê li Til Meirûfê teqandin. + +Çavkaniyê got ";Şeva borî dora saet 1ê şevê, çekdarên DAÎŞê ji hêla başûr û rojava ve êrîşî gundê Til Meirûf ê ku di bin kontrola YPGê de bû kirin û dest danîn ser gund";. + +Li gor heman çavkaniyê, çekdarên DAÎŞê 10 hemwelatiyên sivîl li gundê girtin û herwiha mezarê şêxên Xeznewiyan ên terîqete Neqişbendî li gund teqandin. + +Çavkaniyê herwiha got ";Çekdarên DAÎŞê navenda asayişa PYDê û çend malên gundiyan jî teqandin";. + +Hat gotin di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Bi gotina heman çavkaniyê ";şervanên YPGê yên ku li nav gund bûn reviyan û niha li gundê Sihil li bakurê Til Meirûfê bi cih bûne";. + +Çavkaniyê diyar kir ku hinek zanyarî hene ku çend şervanên YPGê yên jin ku di nava mala şêxekî li gund de asê mabûn, ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin. + +Çavkaniyê got ku gundî hemû ji gund reviyane û berê xwe dane gund û navçeyên li bakur. + +Navçeyên li Başûr û başûrê rojavayê gundê Til Meirûf di bin kontrola çekdarên radîkal û DAÎŞê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li taxa 94ê Badawe ya bajarê Helwêrê keçeke 16 salî bi navê Îman li ser destê bavê xwe hat kuştin. + +Rêvebera polîsê şopandina tundiya dijî jinan Jîlemo Ebdilqadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê keçek bi navê Îman li Hewlêrê bi guleyan hat kuştin. + +Ebdilqadir diyar kir ku ew keç pirsgirêka wê ya malbatî hebû û got ";Berî niha pirsgirêka wê keçê ligel kurekî hebû û belgeyên wê li navenda polîs hebûn û heta niha kur girtiye. Keç jî di mala xwedîkirina jinan de bû, lê ji ber ku wê kel û pelên nav male şikandin, rêveberên malê xwestin di zindana çaksaziya jinan de bimîne";. + +Ebdilqadir diyar kir ku keça 16 salî meh û nîvê di zindanê de ma û ji ber ku temenê wê di bin 18 salan re ye, bi biryara dadwer û bi kefaleta apê wê hat berdan. Ebdilqadir got ";Diyar e îro sibehê bavê wê ew kuştiye û ber bi cihekî nediyar ve reviyaye û niha biryara girtinê derheqê wî derketiye";. + +Rêvebera polîsê şopandina tundiya dijî jinan anî ziman ku diviyabû keç nehatiba azadkirin heta ku pirsgirêka wê bi temamî bihata çareserkirin, ji ber ku jiyana wê di metirsiyê de bû. + +Jîlemo Ebdilqadir got ";Keçê dozek li dijî kur vekiribû û gotiye wî destdirêjî li ser kiriye";. + +Hesekê (Rûdaw)- Ev 10 rojin 4 keçên xwendekar ên Kurd li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji malbata yek ji wan keçên hatine revandine wergirtiye, her 4 keç ku xwendekarên peymangeha Bazirganiyê ne li Hesekê, roja sêşemê (18/02/2014) ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin. + +Malbata keça bi navê Evîn Feysel Hesê ji Rûdawê re ragihand ku keça wan a 24 salî dema ku dixwest ligel 4 keçên din biçe Navenda Tomarkirina Xwendekarên bekaloriya ji bo ku car din ezmûnên bekaloriya bidin, hatin revandin. + +Malbata Evîn ku li gundê Sefiya yê nêzîkî bajarê Hesekê dijîn, diyar kir ku heta niha ti zanyarî li ser keça wan tine ne û ew nizanin bê kê ew revandine. + +Malbata wê keçê dibêje ku wan gellek caran li telefona keça xwe da, lê bi tenê carekê yekî bersiv da û ";keniya û telefon girt";. + + +Seyîd Sadiq (Rûdaw) – Li bajarokê Seyîd Sadiqê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, termên 2 jinan li nav çêm de hat dîtin. + +Rêveberê Polîsê Seyîd Sadiq, Hekîm Ezîz îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, li nav çemê Çeqnê yê Seyîd Sadiq de termên 2 jinan hatiye dîtin. + +Hekîm Ezîz, diyar kir ku wisa xûya ye wan jinan çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest dabin û da zanîn, tîmên polîs niha mijûlî lêkolînê li ser bûyerê ne bo vê yekê dê termên jinan bişînin Silêmaniyê bo lêkolînên berfireh. + +Qamişlo (Rûdaw//ANHA) – Welatiyê kurd bi navê Nafi Hemo (54) li gel malbata xwe ku hejmara wan 7 kes in, ji ber şer û pevçûnên li Helebê koçber bûne û niha di odeyeke biçûk de li nav parka bajarêQamişlo jiyan dikin. + +Serpêkahtiya malbata Nafi Hemo dema ku şer û pevçûn li taxa Bustan Paşa a Helebê rû dan, dest pê kir. Nafi ku ji bajarê xwe Helebê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bibû, diyar kir ku ji ber ku hevsera wî ereb e, rayedarên Başûrê Kurdistanê qebûl nekirin ku pêşwaziya malbata wî bikin. Li ser vê yekê piştî 15 rojan Nafi neçar dimîne ji Başûr vegerd Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo di dibistana Ebulwehab Meqsûd de tê bicîhkirin. + +Nafi, zarok û hevsera xwe piştî 3 mehan ji ber rewşa dijwar a di dibistanê de jî ji dibistanê derket û di parkekê de bicîh bû. Malbata ji 7 kesan pêk tê di odeyek biçûk ku di hindirê parka taxa Bişêriyê de ye, hatin bicîhkirin. + +Ji ber ku Nafi nexweş e û nikare kar bike û ti jêdera din ku debara xwe pê bikin tune ye rewşa malbatê gellekî xirab e û di nava xizaniyê de jiyan dikin. Di odeya malbata Nafi de tenê 4 doşek û 4 betaniyên ku malbatekê dane wan, hene. Nafi û hevsera xwe destnîşan kirin ku ji ber sermayê carekê wan li deriyê cîranan xist û ji wan betanî xwestin, çimkî zarokên wan ji ber sermayê nexweş ketine. + +Li ser rewşa Malbata Nafi Hemo rêveberên Komîteya Alîkariyên mirovî ya herêma Cizîrê diyarkirin ku agahiya wan ji vê malbatê tune ye. Endamê Rêveber ê komîteya alîkariyan Hember Mihemed Hesen destnîşan kirin piştî ew ji rewşa malbatê agadar bûne wan alîkarî bi wan re kirin û tekez kir ku wan navê malbatê di sicilên xwe de qeyd kirine û dê ji niha û pêve bi awayekî asayî alîkariyan bidin wan. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şahidekî ji bajrokê Til Meirûfê yê Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku hejmarek ji çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û same (DAIŞ), ku êrîşî Til Meirûfê kirine, Kurd bûn. + +Şeva borî çekdarên DAIŞê dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyekî ji gundê Til Meirûfê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û navenda asayişa PYDê li Til Meirûfê teqandin. + +Şahidê bûyerê, ku ew bixwe xelkê bajarokê Til Meirûfê ye, da zanîn ku ";Nîvê çekdarên DAIŞê yên êrîşî Til Meirûfê kirine Kurd bûn, ew hatin nav hêzên YPGê û bi kurdî axivîn, hêzên YPGê texmîn kirin ku ew hatine alîkariya wan bikin, lê piştire derket ku ew çekdarên DAIŞê ne û êrîşî endamên YPGê kirin."; + +Herwiha wî şahidî aşkere kir ku çekdarên DAIŞê ";15 kes ji bajarokî revandin, di nav wan de 3ê endamên YPGÊ hebûn, û ew birin bajarokê Til Hemîs"; ku berî çend hefteyan şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên radîkal ên ser bi DAIŞê ve derketibû. + +Derbarê hejmara kuştiyan de jî, wî şahidî da zanîn ku 3 endamên YPGê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan herwiha 6 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin lê DAIŞê yekser kuştiyên xwe kirin otombîlan de û ew birin, da kes wan nebîne. + +Li gorî agahiyên wî şahidî, gundî ji bajarokî reviyane. Di himber vê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Til Meirûfê de, YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê bi tundî bersiva vê êrîşê bidin û dê Til Meirûfê bikin ";Goristana dijmin û nokeran";. + +Ev êrîşa han ji aliyê çekdarên radîkal ve piştî wê yekê tê, ku duh (26.02.2014) Yekîneyên Paratsina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li ser xwesteka rêveberiyên xweseriyê û wezareta bergiriyê biryara dane operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestînin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê ya Amedê ragihand, doza komkujiya gundiyên Şirnexê ";karê me nîne"; ji ber wê jî divê dozgeriya leşkerî vê dozê bişopîne. +Roja 26ê Adara 1994an balafirên şer ên Tirkiyê bi hêceta jinavbirina gerîlayên PKKê, êrişî gundên Gîver û Bêsukê yên girêdayî bajarê Şirnexê kiribûn û di encamê de 38 gundî miribûn. +Dozgeriya Amedê di demekî de ku mehek maye ";doz bikeve"; ragihand, ji ber ku bûyer di encama operasyonek leşkerî de çêbûye lewma divê dozgeriya leşkerî vê yekê bişopîne lewma biryar da dozê radestî dozgeriya leşkerî bike. +Parêzerê dozê Tahir Elçî jî ragihand, ew bertekê nîşanî biryara dozgeriyê nadin ji ber ku hê jî derfeta wan heye li dijî tohmetbarê serekî Hesen Kundakçî (fermandeyê wê demê yê hêzên hewayî) û hinek berpirsên din ên leşkerî vebikin. +Ev biryara dozgeriya Amedê di demekî de ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, par meha Mijarê Tirkiyê ji ber vê yekê sûcdar dîtibû û ew bi dayîna 2 milyon û 305 hezar euro mehkûm kiribû. +Li gorî qanûnên Tirkiyê, eger 20 sal bi ser dozekî re derbas bibe ew doz dikeve û pûç dibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nuceyfî , Civiya. + +Doh, 27.02.2014, Mesûd Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nuceyfî û şanda ligel de kir ku ji Parêzgarê Neynewe Esîl Nuceyfî, Wezîrê berê yê Darayî li Iraqê Rafie Îsawî, pêk hatibû. + +Li gorî peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de her du alî gihîştine rêkrftinekê da ku hevpeymaniyakê di navbera Kurd û Sinne de pêk bînin, bi mebesta bidawî anîna rewşa siyasî ya xirab li Iraqê. + +Hevdem, Serokê Parlamentoya Iraqê birîna mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê bi hêleke sor da zanîn. + +Piştî civînê, Parêzgarê Neynewe Esîl Nuceyfî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got: ";Mana Malikî li ser desthilatê metirsiyeke li ser Iraqê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji bajarokê Til Meirûf ragiuhand ku çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ji Til Meirûfê vekişan û niha gund di bin kontola hêzên YPGê de ye. + +Pêr, 26.02.2014, derengî şevê çekdarên DAIŞê dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Şahidekî ji bajarokê Til Meirûfê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û mizgefta ligel de, mizgeta gund a mzin, navenda asayişa PYDê, aşê gund û hejmarek malên gundiyan şewitandin û teqandin. + +Herwiha wî şahidî tekez kir ku çakdaran malên hemwelatiyan wêran kirin û sewal û otombîlên wan dizîn û ji gund derketin ";Bêy ku ti şer di navbera wan û YPGê de çêbibe."; + +Ji aliyek din ve wî şahidî da zanîn ku DAÎŞê 15 kes ji hemwelatiyên Til Meirûfê girtibûn, bi tohmeta ku ew alîgirên PKKê ne, û di nav wan de jin û zarok jî hebûn û ew birin bajarokê Til Hemîsê, lê piştire jin û zarok berdan û niha hê 11 zilam li cem DAÎŞê girtîne. + +Wî şahidî da zanîn jî ku heta niha hemwelatî venegeriyane malên xwe ";Ji ber ku tirs heye ku malên wan ji aliyê DAÎŞê ve hatibine bombekirin."; + +Ev êrîşa han ji aliyê çekdarên radîkal ve piştî wê yekê tê, ku pêr (26.02.2014) Yekîneyên Paratsina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li ser xwesteka rêveberiyên xweseriyê û wezareta bergiriyê biryara dane operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestînin. + + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, di navbera koma ku li dijî çêkirina qereqolê xwepêşandan kirin û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket. +Îro (28.02.2014) komek welatî ji Lîce û deverên derdorê bi mebesta protestokirina çêkirina qereqolê ber bi gundê Sîsê ve ketin rê. +Li gorî agahiyan, beriya ku girse bigihîje cihê qereqolê, rastî astengiya hêzên polîs û cendirmeyên Tirkiyê hat. +Ji ber wê jî girse li otomobîlên xwe peya bûn û ber bi qereqolê ve meşiyan û siloganên mîna ";Em qereqolê naxwazin em xweseriyê dixwazin";, ";Na bo şer"; û ";bijî serok Apo"; avêtin. +Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazî mudaxeleyî girsê kir û ji ber wê jî alozî derket. Hat gotin heta niha jî alozî didome… + + +Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwest, piştgiriya rêveberiya demkî û kantonên Rojavayê Kurdistanê bikin lê partiyên Rojhilatî sar nêzîkî vê banga KCKê dibin. +Hefteya borî, şandeke KCKê serdana hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kir. +Li gorî agahiyên Rûdawê, di hevdîtinên navbera şanda KCKê û berpirsên partiyên Rojhilatî de li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye axaftin û KCKê ji wan xwestiye, hemû hêzên Rojhilatî bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya rêveberiya demkî û kantonên Rojavayê Kurdistanê bikin. +Li gorî agahiyan, partiyên Rojhilatî jî ev daxwaziya KCKê qebûl nekirine û ji KCKê xwestine, rê bide hemû partî û hêzên din ên Rojava da ku beşdarî rêveberiya demkî bibin. +Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, li ser vê yekê ji Rûdawê re ragihand, şanda KCKê ji wan xwestiye hêzên Rojhilatî piştevaniya kantonên Rojava bikin lê wî li ser navê partiya xwe ji şanda KCKê re gotiye, ew piştevaniya îradeya gelê kurd bo bidestxistina mafên xwe dikin lê li gorî wan divê hemû hêzê û partiyek beşdarî rêvebirina Rojavayê Kurdistanê bibin her wiha ji wan xwestiye ku arîşe û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin. +Berpirsê Pêwendiyên PDKê li Hewlêrê Birahîm Zêweyî jî li ser vê daxwaza KCKê ji Rûdawê re got, wan ji şanda KCKê re gotine ku hewlên kurdên Rojava bo xwerêvebirinê gavek rast e lê serkeftina wê yekê girêdayî wê ye ku aliyê wê yê netewî zêdetir derkeve pêş û hemû aliyên siyasî beşdarî wê qonaxê bibin. +Berpirsê Pêwendiyên Sazimana Xebata Kurdistana Îranê Kamil Nûranî jî li ser vê yekê diyar kir, di hevdîtina digel şanda KCKê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine û di bersiva daxwaza KCKê ya piştevanîkirina rêveberiya demkî ya Rojava de gotine, rewşa niha ya Rojava destkeftek mezin bo gelê kurd e lê gazindên wan li ser cîbicîkirina pîvanên demokrasiyê û çawaniya beşdariya hêzên Rojava di rêveberiya demkî de heye. +Şanda KCKê her çiqas bi berpirsên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re hevdîtin pêk neanîbe jî lê berpirsên pêwendiyên wê partiyê Zagros Xosrewî, diyar kir ku partiya wî dixwaze ";Rêkeftina Hewlêrê"; li Rojava were cîbicîkirin û divê hemû aliyên siyasî beşdarî rêveberiya demkî bibin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kuristanê, Felah Mistefa ragihand ku, Herêma Kurdistanê mamele ligel kantonên Rojavayê Kurdistanê nake û îtiraf bi ti biryareke tek alî nade. + +Felah Mistefa derbarê rêveberiyên xweseriy demokratîk ya Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê, ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatine ragihandin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Herêma Kurdsitanê derbarê kantonên Rojavayê Kurdistanê biryar da ku piştgiriya her biryarekê dê bike ku hemû alî li ser kom bin, lê ew (Herêma Kurdistanê) mamele ligel ti biryareke tek alî nake."; +Mistefa amaje kir ku hewlêsta Herêma Kurdistanê zelale û ew wek welatên Ewropayê mamele ligel wê pirsê dike, lewma apêwîst nake ti aliyek muzadeya siyasî bike, ";Hikûmeta Herêma Kurdistanl pabendê vê helwêstê dibe."; + +Di 21ê meha borî PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li Amude, 27ê mehê Kantona Kobanî, 29ê mehê Kantona Efrînê ragihandin bê beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS). + +Piştire ENKSê di daxuyaniyekê de hewlêsta xwe himber vê gavê derbirî û ragihand ku ti têkiliya wê bi vê gava PYDê re nîne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrasiya Gelan HDPê Sirî Sureya Onder ji çapemeniya Tirkiyê re ragihand ku, di hevdîtina dawî li Îmraliyê, rêberê PKKê Abdula Ocalan diyar kir ku, Eger heta niha ji bo gotina Kurd di belgeyên parlamentoyê de destêwerdan tê kirin, û ew gotin tê derxistin, wê demê dê çawa baweriya xelkê bi pêvajoyê bê, eger nikarin gotina Kurd tehmol bikin, wê bi vê mêjiyî pêvajoyê bimeşînin. + +Ocalan dest nîşan kir ku, dema Erdogan li Amedê bû, gotina Kurd û Kurdistan bikar anî û dema ku tê parlamentoyê, nikare wê gotinê bikar bîne, ev kiryar dihêle ku gel bi guman nîzîkî pêvajoyê bibin, eger ew biryarmendiya xwe bi rastî derbarê pêvajoya çareserîyê diyar neke, wê bibe lîstokê destê derbekaran. + +Abdula Ocalan dibêje,Partiya AKPê di bin navê hilbijartinê de, ji pêvajoyê dûr dikeve, û weha dewam bike pêvajo wê biqede, û wê demê berpirsyar ew bi tenê ye, hikûmet tenê pêvajo di bêşerî û aşitiyê de dibîne, û dibêje ewê afê derbixe, mijara pêvajoyê ne afe, ji wê mestire, pêwîste ji bo ku pêvajo rast bi rêve biçe, saziyeke jêre bê damezrandin, û peymanek bê îmze kirin, û wê demê kî pêdiviyên wê pêvajoyê pêk neanî, wê ew sazî li hember wî tiştê ku pêwîst, bike. + +Rêberê PKKê di riya perlementerê HDPê yê Stembolê Sirî Onder de got, hikûmet bi tena xwe paketên demorasiyê amede dike, diyare di van paketan de hikûmet rewşa xwe dixe ewlekariyê, û ew paket ne ji bo demokrasiyeke rasteqîneye, eger heta niha nikare girtiyên nexweş ji zîndanan serbest bike, û heta niha çareyek ji xelkê Mexmorê ku derveyî welatê xwe dijîn de çareyekê bibîne, wê demê ew paketa wî wê li ser çibe, Ocalan bang li hêzên demokratxwaz kir ku, pêwîste zextê li ser vê hikûmetê bikin, da demokrasiyê pêk bîne. + +Ocalan derbarê vidiyoyên vê dawiyê ku ew têde diaxivê hatibûn belav kirin de da zanîn, ew dixwazin pêvajoyê biqedînin û wî bê perestîj bikin, yê ku dixwaze zanibe wî çi helwest di wê demê daye, û çi gotiye bila parastina ku wî radestî dadgehê kiriye bi xwîne, wê rastiyê têde bibînin. + +Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li Stembolê ji raya giştî re axifî û got, ev saleke xwîn narijê, û pêvajoyeke aşitî dest pêkiriye, lê operesyona 17 kanûnê dixwest wê têk bibe, ji ber ku niha ti cenaze nayên, ew ketin nav helwestan ji ber ku ew fêrbûne li ser xwîna mirovan siyasetê bikin, niha derewên gendeliyê derxistin holê. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Doh (08.02.2014) termên her du kolberên din ên devera Mirgewer a ser bi parêzgeha Ormiyê li Rojihlatê Kurdistanê ve, li nêzîk gundê Gelêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Roja 31ê meha borî, Faxir û Şakir her du kurê Ehmed Şînodûkane ku xwelkê gundê Gêsiyan, Adem Girdîbûr kurê mistefa yê xelkê gundê Şêxzerd û Xebat kurê Mûsa ku xelkê devera Mergewer ya ser bi bajarê Ormiyê ve ne, berî 10 rojan li nêzîk gundê Gelêşmê ya ser bi devera Şemzînanê li Bakûrê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê de, û piştî lêgrîneke berdewam du ji wan her çar xortan, Xebat Mûsa û Faxir Şînodûkane, hatin dîtin. + +Doh êvarî jî termê Şakir Şînodûkane û Adem Girdîpûr li nêzîk gundê Glêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Çavkaniyên Rûdawê li devera Mirgewer li Ormiyê diyar kirin ku îro sibehê cenazeya wan her du kolberan ji devera şemzînan ber bi Ormiyê ve hatin birêkirin. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê dê cenazeya wan her du kolberan di rêya deriyê sînorî yê bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve derbasê Rojhilatê Kurdistanl bibin, û biryare îro termê her du kolberan bigihe devera Mergewer li Ormiyê û li wî cihî bên veşartin. + +Her sal jiyana hejmareke zêde ji kolberan di navbera Rojhilat û Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dikeve Metirsiyê de ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe karê kolberiyê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayê serokê PKK Ebdula Ocalan, Mihemed Ocalan, ji bo ku hevdîtinê ligel birayê xwe yê girtî pêk bîne, çû grava Îmralî. + +Îro serê sibê Ocalan, û xezmê girtiyê ligel Ocalan, Şêxmus Poyraz, Felek Cizlaşmak, berê xwe dane Gemlikê. + +Mihemed Ocalan, civîneke çapemeniyê çêkir û got pirsa serokê PKK, ji bo her kesî girîng e, ew her çiqasî pirseke siyasî be, her wiha pirseke hiqûqî ye jî. + +Ocalan, girtina birayê xwe ji aliyê hiqûqî ve rexne kir û got divê parêzerên wî biçin serdana muwekilê xwe û wî bibînin. + +Mihmed Ocalan got, hevdîtina parêzeran ligel Ocalan ji bo pêvajoyê gelekî girîng e, û ev tiştê ku ez dibêjim hem nêrîna Abdullah Ocalane hem jî nêrîna Kurdane li herêmê û ji bo çareserkirina pirsa Kurd gelekî girîng e. + +Mihmed Ocalan diyar kir ku eger parêzerên Ocalan biçin cem wî, wê pêvajo jî bilez û bi rêk û pêk pêşve biçe. + + + Kobanî (Rûdaw)- Bi destpêka şoreşa Sûriyê re, li Rojavayê Kurdistanê ala kurdî di xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyê berfereh li kolanan û li ser bîroyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate hildan, lê ta vê demê ti biryarên fermî bi hildana ala kurdî ji encûmena niştimanî ya kurd derneketine. +Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) jî, di bone û xwepêşandanên xwe de, ala Tev Demê hildide, û li gorî hevpeymaniya civakî ya rêveberiya xweserî ya demoqratîk, ji her kantoneke Rojavayê Kurdistanê re, wê aleke taybet bi hilbijartinan ji aliyê milet ve were biryarkirin. +di vî warî de Hevserokê Encûmena Yasadanîna Rêberiya Demkî, Nîhad Ehmed ji Rûdawê re got: ";Em dibêjin dema ku em biryarekê bistînin ku hilbijartin li ser alê çê bibe, alek ji kantona Kobanî re çê bibe, wê van alên din di bajêr de neyin xuyakirin, bes ala partiyakê bi ser wargeha xwe de kiribe, ti problem tê de tuneye, ez dîsa dibêjim ku ti biryar li ser alê tunene."; +Ala kurdî ya ku Mîr Celadet Bedirxan di kovara Hawarê hejmara 9 an de ku di 30 Êlûna sala 1932 an de derketibû û Mîr tê de li ser ala kurdî gotibû: ((Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, sor û spî û keske, di nava wê de roj diçirise)), di demekê de ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê xewnek bû, ku ew al bi azadî were hildan, ana ji bo xelkê metirsî heye ku ew bibe qurbana nakokiyên siyasî di navbera partiyên kurd de û nebe ala fermî ya Rojavayê Kurdistanê. +Ala kurdî ya netewî ku temenê wê nêzîkî 100 salî bûye, piştî çareserbûna kirîza Sûriyê, wê bi rewşa Rojavayê Kurdistanê di Sûriya nû de were girêdan û çarenûsa wê ya dawiyê wê diyar bibe. +Ji aliyê cemawerî ve, hildana ala kurdî di nava miletê kurd de wekî simboleke netewî ye, lê ji aliyê siyasî ve hildana ala kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî, bi hewceyî erêkirin û lihevkirineke di nava hêzên siyasî yên kurdî de ye. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Komînîst a Tirkiyê (TKP)-1920, Partîzan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dêrsîmê din bin navê ‘Hevgirtina Hêzan’ beşdarî hilbijartinên herêmî dibin. +Li ber nivîsîngeha BDPê ya hilbijartinan, li ser sûka binerdê, bi beşdariya derdora hezar kesî BDP, EMEP, ESP, Partîzan, TKP-1920, HDP eşkera kirin ku dê di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de bi ‘Hevgirtina Hêzan’ tevlî bibin. +Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûsta Taşkale, Hevseroka HDPa Dêrsîmê Fatma Kalsen, Seroka Giştî ya ESPê Fîgan Yuksek Dag, Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû axivî. + +Axêver, di daxuyaniyên xwe de li ser giringiya ‘yekîtî û hevgirtina hêzên demokratîk’, ‘destkeftên li Rojavayê Kurdistanê’ rawestiyan û di armanca tîrên wan ên rexneyî de jî Cemaata Fethullah Gulen, Partiya Gel a Komarîxwaz CHP û Partiya Dad û Geşedanê AKP hebûn. Dogrû, di vî warî de wiha axivî: ";CHP û AKP, rûyê çep û rast ên dewletê ne."; +Li ser navê Hevgirtina Hêzan daxuyaniya hevpar Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû xwend. Dogrû, got ku bi Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê re dê li Dêrsîmê biser bikevin û dê li vî bajarî agirekî nû yê azadiyê pê bixin. +Der heqê girîngiya ‘hevgirtinê’ de Dogrû, Rojavayê Kurdistanê wekî mînak destnîşan kir û wiha axivî: ";Pêvajoya şoreşgerane ya Rojava raveyî me dike ku bi yekîtî û bi pêbaweriya hêza xwe dikare gelek tişt pêk bê."; +Dogrû, diyar kir ku dê xwe û bajarê xwe wekî gel dê bi xwe bi rê ve bibin. + +Piştî daxuyaniya hevpar a Hevgirtina Hêzan, namzedên hevgirtinê yên navenda bajêr û navçeyên Dêrsîmê bi hev re derketin pêşberî gel. Herçend namzed diyar bin jî danasîna wan, dê di 14ê vê mehê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş ve pêk bê. +BDPê/Hevgirtina Hêzan cara yekem di hilbijartinan de jî bi ‘Hevserokan’ dibin namzedên şaredariyan. Li navend û navçeyên Dêrsîmê namzedên şaredariyan ên heta niha eşkera bûne, wiha ne: + + + + + + Li Dêrsîmê û navçeyên wê di Hilbijartinên Herêmî yên 30ê Adarê de namzedên rêxistin û partiyan + + + + + + + + + BDP + + + CHP + + + AKP + + + DHF + + + Şaredariyên Heyî + (2009-2014) + + + + + NAVEND + + + Mehmet Alî Bûl + + + Hizir Bahtiyar Aytaç + + + Erkan Eroglû + + + Alî Tacer + + + BDP + + + + + ÇEMÎŞGEZEK + + + + + + Ahmet Şadan Ersoy + + + Necatî Tayyar + + + + + + AKP + + + + + MAZGÊRD + + + Meral Gundoğan- Dr. Alî Riza Kut + + + Haydar Dogan + + + Suleyman Canpolat + + + Tekîn Turkel + + + DHF + + + + + PILÛR + + + Mûstafa Sarigul + + + Ferûdûn Cemal Aydin + + + Hasan Huseyîn Dîzî + + + Fatîh Mehmet Maçoglû + + + CHP-BDP + + + + + PÊRÎ + + + Huseyîn Çetînkaya – Fadime Çetînkaya + + + Cemal Bulut + + + Ali Aydın + + + + + + AKP + + + + + PÊRTAGE + + + Kenan Çetin + + + Alî Riza Yonç + + + Recaî Vûral + + + + + + EMEP + + + + + PILEMORIYE + + + Alî Rıza Dalkiliç– Makbûle Dîkme + + + Muslum Tosun + + + Alîşan Aslan + + + + + + CHP + + + + + QISLE + + + Yûsûf Çinar– Selvî Gongurmuş + + + Cafer Kirmiziçîçek + + + Bertal Ateş + + + + + + CHP + + + + + XOZAT + + + Cevdet Konak + + + Celalettîn Polat + + + Teslîm Dalkiran + + + Kahraman Kiliç + + + Partizan + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Gorran razî bûye ku serokê parlamentoya Kurdistanê werbigire û cîgirê serokwezîr jî ku wek girêkora pêkanîna hikûmetê dihat zanîn, bibe pişka YNKê li hember vê jî wezîrê navxwe ji Gorranê re be. + +Li gorî agahiyan, PDKê jî qebûl kiriye ku wezareta navxwe bibe pişka Gorranê bi mercekî ku kesê ku dibe wezîrê navxwe divê hemû aliyek jê razî bibin. + +Nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha jî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. + +Di hilbijartinên Kurdistanê de, PDK yekem Gorran duyem û YNK jî di rêza sêyemîn de cî girt. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Di navbera sînorê Şemzînan û Herêma Kurdistanê de ji bo serdana navbera malbatan bê astengkirin, her 2 kîlometreyan xaleke kontrola leşkerî ji aliyê Tirkiyê hatiye avakirin. Ger welatî jiyana xwe bikin rîskê û van sînoran derbas bikin rastî cezayê pereyan tên. + +Gundên Îsya, Museka, Nêhavê, Serêkanî, Brox, Mamreşan, Duyî Sirmalê yên herêma Navberojan ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ku ev gund li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê û Şemzînanê de ne, liv û tevgera leşkerî balê dikişîne. Li ser rê li her 2 kîlometreyan xaleke kontrola leşkerî hatine danîn, niştecihên van gundan nikarin, xizmên xwe yên li aliyê din yê sînor ziyaret bikin. + +Beriya pêvajoya aştî û çareseriyê, welatî bi rihetî li ser 50 kîlometre sînor re diçûn û dihatin. Dema çem zêde dibe, welatî ji bo derbasbûnê aliyê din teleferîkan bi kar tînin û piştî ku av nizim dibe, welatî bi meş û hespan derbasî aliyê din yê avê dibin. Lê piştî demekê teleferîk hatin qutkirin û nuqteyên ku welatî bi meş û hespan derbas dibin ji aliyê qereqolê ve hat kontrolkirin. + +Leşkeran demên borî li qereqolê kontrol dikirin, lê di demên dawî de leşkeran 20 metro navberê kon vedane û nobetê digirin. Welatiyên ku dixwazin ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Şemzînanê bibin, rastî mudaxaleyê tên. Her wiha bi taybet li şevê li ser sînorê Gever, Şemzînan û Herêma Kurdistanê, balafirên bêbalafirvan pir digerin. + +Welatiyên ku çem derbas bibin û biçin aliyê din li vir rastî pusuya leşkeran tên. Welatiyên ku tên girtin, nasnameya wan ji wan tê stendin, eşyayê wan tê desteserkirin û ji bo her yekê hezar û 250 TL(nêzîkî 120 dolar) cezayê pere tê birîn. Dema welatiyên ku zeviyên wan li nêzî çem in û diçin zeviya xwe, wêneyên wan tê kişandin û gelek caran destur nayê dayîn ku biçin zeviyên xwe. Her wiha tê îdiakirin ku, li qereqola Bêgîjnî yarbay û 2 subayan ruşvet ji qaçaxgeran stendine û 10 roj berê hatine binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike. + +Encûmena Navendî ya YNKê di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe da her sê kantonên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û got ku berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye û divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê wê bikin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Em hêvîdarin ev gava girîng, demokratî û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî temam didin xebata rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê";. + +Di dawiya meha borî de her sê kantonên Cezîrê, Kobanî û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin. + +Li her sê kantonan hikûmet û encûmenên yasdanînê (parlamento) hatine avakirin. + +Di nava her sê kanotonan de ku PYDê serkêşiya wan dike, çend partiyên Kurd, Ereb û Suryanî û kesatiyên serbixwe jî hene. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê tevlî wan kantonan nebûye û gotiye ";PYDê bi alîkariya çend partiyên ji xwe ve nêzîk û bêy ENKSê ew rêveberî ava kirine";. + +Amed (Rûdaw)- Afîşên ku wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan li ser in, li bajarê Amedê li gelek cîhan hatin daliqandin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di salvegera roja girtina Ocalan, rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Amedê bi dirûşma ";Bi serokatiya azad ber bi jiyana azad ve"; dê di navbera 13-14-15ê sibatê li Qada Batikent a Amedê ";Platformên Gel"; ava bike. + +Berî ku platformên gel bê avakirin, afîşên ku wêneyên Ocalan li ser in li Amedê gelek cîhan hatin daliqandin. + +Wêneyê Ocalan care yekemîn li herêmê di bîlbordan de tên daleqandin. +Serokê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de hat girtin û ew roj ji aliyê endam û alîgirên PKKê de wek ";komplo"; tê naskirin û her sal çalakiyên li dijî wê li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nameya ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye dê îro bigihe destê Barzanî. + +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo nameya Ocalan bigihînin Barzanî şeva bûrî hatin Hewlêrê. + +Di hevdîtina roja şemiyê ya di navbera Ocalan û şanda BDP û HDPê de, Ocalan diyar kir ku wî bersiva nameya xwe ya ku berî niha ji Barzanî re şandibû wergirtiye û nameyek nû jê re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder duh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew dê roja sêşemê nameya Ocalan bigihînin Barzanî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana li ber deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û ew birin bajarokê Pîramam (Mesîf). + +Tê pêşbînîkirin ku îro Onder û Zana bi Barzanî re hevdîtinekê pêk bînin û nameya Ocalan radestê Barzanî bikin. + +Heta niha nediyar bê Ocalan di bersiva nameyê de çi nivîsandiye, lê hat gotin ku di nameyê de mijarên kongreya Neteweyî ya Kurd, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cih digirin. + +Onder diyar kir ku dibe ku ew pişt re serdana Qendîlê jî bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê berê yê di nava rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de Mistefa Şefîq di programa Nûroj a Rûdawê de behsa têkiliyên vê dawiyê yên navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê PKKê Abdullah Ocalan kir. + +Mistefa Şefîq ku şarezayekî siyasî ye, dîroka têkiliyên PDK û PKKê vedigerîne salên heştêyî bi taybet sala 1983yan, dema PKKê ji Tirkiyê derket û brê xwe Rojhilata Navîn û Kurdistanê. + +Şefîq diyar kir ku têkiliyên navbera PKK û PDKê ne aram bû û got ";Hin caran bi têgihiştin û xweşiyê derbas dibûn û hin car jî bi şer û nexweşiyê";. Bi nêrîna Şefîq niha her du alî gihiştine wê baweriyê ku pêwîste gotûbêj di navbera wan de hebin. + +Derbarê nameyên ku Barzanî û Ocalan ji hev re dişînin de, Mistefa Şefîq got ";Ew têkilî ne tenê di navbera du kesan de ne, lê belê di navbera du hêzên xwedî bandorin li navçeyê ku çareserkirina pirsa Kurd li navçeyê bêy wan her du hêzane pêk nayê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku roja yekem ji gera duyem a danûstandinên Cenêvê bêy ti civînên hevbeş di navbera her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê de derbas bû û her aliyekî tenê nêrîna xwe pêşkêşî şandeyê navneteweyî û erebî Exzer Îbrahîmî kir, tê çaverêkirin ku îro sêşemê, her yek ji şandeyan nêrîna xwe li ser pêşinyara Îbrahîmî bide. Nûnerên Kurdan di şana opozîsyonê de nêrîna xwe ya siyasî pêşkêşî Îbrahîmî kirin. + +Serpereştyarê danûstandinan Exzer Îbrahîmî roja duşemê di belgeyekê de li ser her du şandeyan pêşinyar kiribû ku her du mijarên rawestandina tundûtîjiyê, ku daxwaza yekem a şandeya rejîmê ye, û damezirandina desteya intîqalî, ku daxwaza yekem a şandeya opozîsyonê ye, bi hev re bên behskirin û şopandin. + +Di kongreyeke rojnamevaniyê de îro sêşemê şêwirmendê serokatiya hevpeymaniya opozîsyonê Munzir Aqbîq aşkere kir ku hevpeymaniyê belgeyek ku nêrîna hevpeymaniyê ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li xwe digre pêşkêş kiriye û diyar kir ku di vê belgeyê de hûrgiliyên lihevhatin û ji nû de avakirina Sûriyê hene. + +Aqbîq herwiha da zanîn ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê hewl dide biryareke neçar ji Konseye Ewlekariyê derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê de derbikeve. + +Derbarê radestkirina nêrîna şandeya kurd de, Endamê şandeyê Mistefa Sîno ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku ew belgeya di navbera hevpeymaniya opozîsyonê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hatibû îmzakirin bi temamî û weke ku heye radestî Exzer Îbrahîmî hatiye kirin. + +Sîno ji Rûdawê re diyar kir ku serpereştyarê danûstandinan Exzer Îbrahîmî bi xwe daxwaza radestkirina vê belgeyê ji şanda opozîsyonê kiriye û belge weke heyî hatiye radestkirin. + +Sîno da zanîn ku her du şand îro ji saet 10ê sibehê heta yekê paş nîvro di civîneke hevbeş de ligel Îbrahîmî guftûgoyan dikin û got ku mijara danûstandinên vê civînê daxuyaniya Cenêv1 e û diyar kir ku her du şande heya niha pêgirê helwesta xwe ne û ti guhertinê rû ne daye. + +Herî kêm yek ji her du şandeyan li hotêla bi navê hotela aştiyê niştecî dibe, lê vemirandina şerê berdewan li Sûriyê pêwîstî bi vîna her du şandeyan heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandibû îro gihişte destê Barzanî. Hat zanîn, Ocalan name bi kurdî û bi destê xwe nivîsiye. +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn û nameya Ocalan radestê Barzanî kirin. + +Di hevdîtina roja şemiyê ya di navbera Ocalan û şanda BDP û HDPê de, Ocalan diyar kir ku wî bersiva nameya xwe ya ku berî niha ji Barzanî re şandibû wergirtiye û nameyek nû jê re nivîsandiye. + +Sirri Sureyya Onder ku duh gihişte Herêma Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ew dê roja sêşemê nameya Ocalan bigihînin Barzanî. + +Heta niha nediyare ku Ocalan di bersiva nameyê de çi nivîsandiye, lê hat gotin ku di nameyê de mijarên kongreya Neteweyî ya Kurd, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê cih digirin. + +Onder diyar kir ku dibe ku ew piştre serdana Qendîlê jî bikin. + +Amed (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê ya Amedê biryara komkirina posterên Ocalan ên ku li ser bîlborên nav bajêr de hatibûn belavkirin, da. + +Rêxistina BDPê ya Amedê duh (10.02.2014) di çarçoveya xebatên şermezarkirina salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, posterên Ocalan li ser bîlbordên nav bajêr daliqand. + +Li ser posteran bi kurdî û tirkî wiha hatibû nivîsandin: Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jiyana Azad Ve û logoya BDPê jî li binî de hatibû danîn. + +Lê dozgeriya komarê ya Amedê îro biryara komkirina posteran da û ev biryar ji rêveberiya asayişê re hat ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Carekî din şandeke pilebilind a îranî bo çareserkirina arîşeyên nav Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat Herêma Kurdisttanê lê ew şand destvala vegeriya. + +Arîşe û aloziyên nav YNKê heta niha jî didomin. Berpirsên wê partiyê jî dibêjin rewşa niha ya YNKê ";hestiyar"; e. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şandeke îran bi mebesta çareserkirina arîşeyên nav YNKê 10 roj bû li Herêma Kurdistanê bû. +Endamên şanda îranî bi her ";sê baskên"; nav YNKê re rûniştin lê hat zanîn ew civîn bêencam mane û şanda îranî destvala vegeriyaye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, sedema serekî ya hatina şanda îranî bo Silêmaniyê, binpêkirina wê rêkeftinê bû ku beriya niha li Tehranê û di navbera her sê rayedarên YNKê, Kosret Resûl, Berhem Salih û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm de hatibû îmzekirin. + +Li gorî naveroka rêkeftina Tehranê, divê desteyek rêveberiyê di nav YNKê de were avakirin her wiha encumenk mîna encumena destnîşankirina berjewendiyên rêjîmê ya Îranê bo YNKê jî bê damezirandin. + +Di beşek din a rêkeftinê de hatiye gotin, divê desteya rêveberiyê ji aliyê kesekî jêhatî mîna Berhem Salih ve were birêvebirin û du cîgirên wî yên genc jî hebin ku yek jê divê kurê Talebanî Qubad Talebanî be, encumena destnîşankirina berjewendiyan jî divê ji aliyê Hêro Îbrahîm ve were birêvebirin. + +Piştî ku çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû 31ê meha borî were lidarxistin, hat paşxistin nakokî û aloziyên nav YNKê kûrtir bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Parlamenterê HDPê yê Stebnolê Sirri Sureya Onder, ku nameya Ocalan gihandin destê Barzanî dê sibê bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re rûnên. + +Leyla Zana û Sirri Sureya Onder, piştî ku îro nameya Ocalan gihandin destê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo hevdîtina bi rayedarên KCKê re ber bi Qendîlê ve çûn. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Zana û Onder dê sibê (12.02.2014) jî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bînin. + +Ocalan di nameya xwe de behsa pêvajoya aştiyê û çareseriyê li Bakûr û Tirkiyê, Kongreya Netewî ya Kurd û pêwendiyên navbera hêzên kurdî li hemû beşên Kurdistanê kiribû û ji Barzanî daxwaza hevkariyê kiribû. +Hewlêr (Rûdaw)- Roja (08.02.2014) termên her du kolberên din ên devera Mirgewer a ser bi parêzgeha Ormiyê li Rojihlatê Kurdistanê ve, li nêzîk gundê Gelêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Roja 31ê meha borî, Faxir û Şakir her du kurê Ehmed Şînodûkane ku xwelkê gundê Gêsiyan, Adem Girdîbûr kurê mistefa yê xelkê gundê Şêxzerd û Xebat kurê Mûsa ku xelkê devera Mergewer ya ser bi bajarê Ormiyê ve ne, berî 10 rojan li nêzîk gundê Gelêşmê ya ser bi devera Şemzînanê li Bakûrê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê de, û piştî lêgrîneke berdewam du ji wan her çar xortan, Xebat Mûsa û Faxir Şînodûkane, hatin dîtin. + +pêr êvarî jî termê Şakir Şînodûkane û Adem Girdîpûr li nêzîk gundê Glêşimê li devera Şemzînan li Bakûrê Kurdistanê hatin dîtin. + +Çavkaniyên Rûdawê li devera Mirgewer li Ormiyê diyar kirin ku îro sibehê cenazeya wan her du kolberan ji devera şemzînan ber bi Ormiyê ve hatin birêkirin. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê dê cenazeya wan her du kolberan di rêya deriyê sînorî yê bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve derbasê Rojhilatê Kurdistanl bibin, û biryare îro termê her du kolberan bigihe devera Mergewer li Ormiyê û li wî cihî bên veşartin. + +Her sal jiyana hejmareke zêde ji kolberan di navbera Rojhilat û Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dikeve Metirsiyê de ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe karê kolberiyê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ji komara îslamî ya Îranê xwast, bi çavekî li hemû pêkhateyên Iraqê binêre her wiha gavên pêwîst bo çareserkirina pirsa kurd li Îranê jî bavêje. + +Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, îro di merasima 35emîn salvegera şoreşa îslamî ya Îranê de li Hewlêrê axaftinek kir û ragihand, xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê li benda wê ne aştî û azadiya ku komara îslamî li nav Îranê de dabîn dike sûda wê bo Iraq û Kurdistanê jî hebe. + +Fazil Mîranî, anî ziman ku pîvan û prensîbên pêkvejiyanê bi taybet xwandina bi kurdî ku roj bi roj li Îranê pêş dikevin bibe bingeha çêbûna aştî û binecîbûna aramî û asayişê li Iraqê. + +Sekreterê Polîtburoya PDKê daxwaz ji komara îslamî ya Îranê kir, bi çarekî li hemû gelê Iraqê binêre û wiha got: ";Em hêvîdar in ku Îran bi çavekî li hemû pêkhateyên Iraqê yên mîna kurd, şîe, sunnî, turkmen, mesîhî, êzîdî û ermenî bike, çimkî ev yek dirûşma şoreşa îslamî û îmam Xumêynî bû ku divê hemû gelên blindest sûdê ji destkeftên şoreşa Îranê werbigirin."; + +Mîranî her wiha destnîşan kir ku Îran bi awayekî aştiyane gavên pêwîst bo çareserkirina pirsa kurd li Iraq, Îran û hemû herêmê bavêje. + +Di dawiya axaftina xwe de wî berpirsê PDKê diyar kir ku divê hemû gel û milletên deverê di rewşek asûde û azad de bijîn çimkî Xudê hemû kes mîna hev afirandiye û çênabe hinek di xweşiyê de bijîn hinek jî di reşiyê de bijîn. + +Di merasima 35emîn salvegera şoreşa îslamî ya Îranê de, jibilî mêvanên biyanî nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî beşdar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Partiya Demokrata Kurd (el-Partî) li Ewropayê Kamîran Haco ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) qebûl nake ku ti hevalbend jê re di desthilatê de hebin. + +Kamîran Haco ku beşdarî bûltena taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû, got: ";PYD karê hevbeş nake, ew naxwaze kes bibe hevparê wê di desthilatê de."; + +Derbarê pirsyara ku gelo çima ENKS jî tevlî PYDê û hevalbendên wê nebû di avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk li kanotnên Cizîrê, Kobanî û Efrîn de, Kamîran Haco got: ";PYD dibêje desthilat ya min e û hûn bidin pey min û ev yek jî nayê qebûl kirin, pêwîste PYDê aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê qebûl bike"; + +Haco herwiha derbarê wan rêveberiyan de got: ";Du senaryo li pêş wan rêvevbriyane, senaryoyek jê ewe ku rejîm bimîne, wê demê jî rejîm wan qebûl nake ji ber ku rejîmek dîktatorî ye, senaryoya duyem jî ewe eger rejîm here û hikûmetek din bê avakirin, wê demê hikûmeta nû jî van rêveberiyan qebûl nake."; + +Kamîran Haco derbarê Yekîtiya Siyasî de jî axivî û ragihand, di demek nêzîk de dê her 4 partiyên Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixin û partiyek nû li Rojavayê Kurdistanê avabikin lê behsa dema lidarxistina kongreyê nekir. + +Yekîtiya Siyasî ji 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ew jî Partiya Demokrata Kurd (el-Partî), Partiya Azadî ya Kurd (Baskê Mistefa Oso), Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurd (Baskê Mistefa Cumaa). + + +Amed (Rûdaw/DÎHA) – Piştî ku biryara komkirina posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Amedê li ser bîllboardên bajêr hatibûn danîn, poster û afîşên Ocalan hatin rakirin. + +Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îro li ser bingeha benda 10 a Qanûna Nehîştina Terorê (TMK), biryara komkirina posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Amedê li bîllboardên bajêr hatibûn daliqandin, da. + +Ji ber vê yekê, afîş û posterên Ocalan hatin dirrandin û li ser bîlbordan hatin rakirin. + +Berê derbarê afîşên ku biryara komkirina wan dihat dayîn, bi paçekî dihatin girtin, lê vê carê polîsan afîş dirrandin û avêtin erdê. + +Welatiyên li derdorê ji ber rakirina afîşan nerazîbûn nîşandan û gotin, "Tehemula wan li hember wêneyekî jî nîne."; + +Rêxistina BDPê ya Amedê duh (10.02.2014) di çarçoveya xebatên şermezarkirina salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, posterên Ocalan li ser bîlbordên nav bajêr daliqandibû. + +Li ser posteran bi kurdî û tirkî wiha hatibû nivîsandin: Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jiyana Azad Ve û logoya BDPê jî li binî de hatibû danîn. + + +Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê di pêvajoya hilbijartinên herêmî de taxên Amedê yên ku bi qasî navçe û bajaran xwediyê nifûsa pirin di hilbijartinan de roleke girîng dilîzin. Ev yek jî girîngiya Muxtarên Taxa derdixe holê. + +Yek ji van taxan jî Taxa Peyasê ye ku girêdayî Navçeya Navendê Kayapinar ya Amedê ye. Hejmara dengên vê taxê 95 hezare û ji 38 bajarê Tirkiyê gelektire. + +Yek ji taxên mezin jî Taxa Kaynartepe ye û girêdayî Navçeya Navendê Rezan a Amedê ye.Di Taxa Kaynartepê de 118 hezar kes dijîn û xwediyê 25000 denga ne. Di vê taxê de gelek mirovên ku tirkî nizanin hene û piraniya wan jî ji kesên ku gundê wan hatî şewitandin pêktê. Ev yek jî di jiyana rojane de gelek astengiyan dide pêşiya xelkê Kaynartepê. + +Xelkê Amedê jî girîngiyê dide Muxtariyetê û hêvî û daxwazên wan ewin ku karên baş berdewam bin û kêmasî jî werin temamkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê têkiliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêv2 bibe yên ku duh gera wê ya duyem li Cenêvê destpêkir. + +Felah Mistefa duh ligel berpirsê ofîsa Sûriyê di Balyozxaneya Berîtanya li Libnanê Angos Maki civiya û li ser rewşa niha ya Sûriyê û çareserkirina krîza wî welatî ku ev nêzîkî 3 salane didome axifîn. + +Di civînê de Maki bal kişande ser hewlên ku di rêya kongreya Cenêv2 re ji bo çareserkirina krîza Sûriyê tên dayîn û diyar kir ku amadebûna nûnerên Kurd di danûstandinên Cenêv2 de girîng e. + +Di danûstandinên Cenêvê de 5 nûnerên Kurdan wek endamên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di nav şanda opozîsyonê de cî digirin. + +Lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku endama Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye tevlî şanda opozîsyonê nebûye. + +Li aliyê din Felah Mistefa tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekî ligel çareserkirina krîza Sûriyê di rêya leşkerî re ye. + +Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêvê2 bibe ev yek jî li gor cih û girîngiya siyasî û cografî ya Herêma Kurdistanê. + +Qamişlo (Rûdaw)- Endamê Encûmena Yasadanînê ya rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo diyar kir ku ew wek encûmen niha kar ji bo çêkirina alekê ji bo rêveberiya dikin. + +Rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha borî de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên li her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, hat ragihandin. Di rêveberiyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) cih nagire. + +Li navenda asayişa PYDê li bajarê Qamişlo kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. Di kongreyê de Hekem Xelo, wezîrê navaxwe yê kantona Cezîr Kenaan Berekat û ji rêveberiya asayişa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Berîtan Ferhad axifîn. + +Derbarê ala rêveberiya xweseriya demokraîk de, Hekem Xelo got ";Divê aleke ji bo vê rêveberiyê hebe, Em weke Encûmena Yasadanînê niha li ser vê yekê dixebitin û kengî al amade bibe û bê ragihandin ti alên din namînin";. + +Asayişa PYDê ku berê digot ew biryarê xwe ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) digire, niha helwesta xwe guhert û biryareke nû derxist. + +Berîtan Ferhad di kongreya rojnamevaniyê de got ";Em dê ji niha û pê de biryara xwe ji rêveberiya xweseriya demokratîk bigirin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komara Îslamî ya Îranê 10 milyon tumen ji malbatên her 4 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mabûn, dixwaze. + +Berî 2 heftiyan 4 kolberên Kurd li devera Mirgevera Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê û li wir di bin berfê de man. Termên wan piştî çend rojan ji lêgerînê hatin dîtin û ji bo Rojhilatê Kurdistanê hatin veguhestin. Niha jî Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji malbatên wan 4 kolberan dike ku 10 milyon tumenan bidin Komara Îslamî. + +Li gor çavkaniyên mafên mirovan li Rojhlatê Kurdistanê, piştî ku termên wan kolberan ji devera Sêro ya Soma Biradosta Urmiye derbasî Rojhilat hatin kirin û ji bo veşartinê bo Mirgevera Urmiye hatin veguhestin, niha Komara Îslamî dibêje dibe her yek ji malbatên wan kolberan 2 milyon û 500 hezar tumenan weke xerame bidin. + +Berpirsên Îranê dibêjin ";Wan kolberan bi ne yasayî sînor derbas kirine";. + +Piştî ku termên her 4 kolberan hatin dîtin, çavkaniyên Komara Îslamî bi xurtî derbaskirina sînor ji aliyê kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ve rexne kirin. + +Salane gelek kolber li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê di rê de yan dikevin ber berfê de yan di encama teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî de jiyana xwe ji dest didin. + +Deverên Urmiye jî yek ji wan parêzgehan in ku bi Başûr û Bakurê Kurdistanê re hevsînor in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive, sibê jî dê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive. Ev her du civîn ji bo yekalîkirina gotûbêjên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. + +Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro çarşemê dê Polîtbîroya PDKê bicive. Mîranî got ";Civîn ji bo yekalîkirina gotûbêjên avakirina kabîneya heştem e";. + +Zêdetirî 4 mehan di ser hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û hîn aliyên siyasî negihiştine rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya nû. + +Tiştê gotûbêj asteng kirine ewe ku heta niha aliyekî nizane bê aliyê din çi posteke hikûmetê dixwaze, lê tiştê diyar û zelal ewe ku YNKê û Tevgera Gorran posta cîgirê serokwezîr dixwazin. + +Derbarê vê yekê de Fazil Mîranî ji Rûdawê re got ";Min ji kak Nêçîrvan re gotiye ku nexşeya avakirina kabîneyê bide aliyê din ji bo ku her kes para xwe bizanibe";. + +Ji aliyê xwe ve endamê Polîtbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand ku Polîtbîroya dê sibê ji bo heman mebestê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di merasîma 35emîn salvegera şoreşa gelên Îranê de ku li bajarê Hewlêrê birêveçû, wek cara yekem sirûda Ey Reqîb jî hat gotin, lê Ebdilsetar Mecîd ji ber sirûda Îranê rabû ser pêyan û di dema gotina sirûda Ey Reqîb de rûnişt. + +Endamê Polîtbîroya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdilsetar Mecîd derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Dema sirûda Ey Reqîb hat gotin ez li ser pêyan bûm, lê dema sirûd gihişte hevoka ku dibêje (Dîn îman u ayîman, her niştîman) ez rûniştim, ji ber ku ew hevok ne şerhî ye, ew hevok bêrêzî tê de heye li hember xweda û Îsalmê";. + +Mecîd herwiha got ";Sirûda Îran û Iraqê bi hev re 20 saniye bû, lê sirûda Ey Reqîb dirêj kirin û gihandine wê hevokê ji bo ku me ihrac bikin";. + +Ew endamê Polîtbîroya Komela Îslamî axaftina xwe wiha domand: ";Pirs ne bi tenê ez im, ew hevok dibêje em dîn û olê navên û bi tenê niştiman divên, em him dîn dixwazin him olê dixwazin him niştiman jî dixwazin, rêz li ola xwe û ola xelkê din û herwiha rêz li niştimanê xwe û niştimanê xelkê din digirin";. + +Di bersiva pirsekê de ji ber çi ew rêz li sirûda neteweyî ya wan welatan digirin ku Kurd tê de hene û piraniya wan baweriya wan bi wê sirûdê nîne bi taybet hin hevokên wê, Mecîd got ";Ev pirseke din e, hin xelk hene ji destpêkê de li dijî Komara Îslamî ya Îranê ne ji ber ku komareke îslamî ye";. + +Ebdilsetar Mecîd herwiha got ";Gelek têbîniyên me li ser reftara Komara Îslamî ya Îranê derbarê Kurdan de hene û me ji nêzîk ve ji wan re gotiye ku em dibînin divê Îran projeyeke wê hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Aloziyên ku duh danûstandinên Cenêvê xistibûn bin gefa têkçûnê hiştin ku zengilê agehdarî û metirsiyê li paytextên her du welatên serpereştyar Amerîka û Rûsya bê lêdan. + +Piştî ku di rûniştina duh sibehê de her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê bi gotarên tund hatibûn ber hev ku bûbûn sedema rawestandina civîna sibehê û jinavbirina civîna êvarê, her yek ji Amerîka û Rûsya ketin nava hewlên dîplomasî da ku danûstandinên aştiyê ji têkçûnê biparêzin. + +Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên nêzîkî danûstandinan derdikevin, wezîrê derve yê Rûsya Sergy Lavrov dê îro ligel şandeyê navneteweyî û erebî yê taybet bi Sûriyê Exzer Îbrahîmî bicive. Her li gorî heman zanyariyan dibe ku hevdîtina sêalî di navbera Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsya de ku biryar bû roja înê pêl were, bê pêşxistin û sibe roja pêncşemê li Cenêvê bê lidarxistin. + +Herwiha tê çaverêkirin ku şandeyê Rûsya bo kongreya Cenêvê Gennady Gatilov ligel şanda opozîsyona Sûriyê bicive lê beşdarbûna serokê şanda opozîsyonê Ehmed Asî el-Cerba di hevdîtinê de nehatiye piştrastkirin. + +Di heman demê de tê çaverêkirin ku Gatilov ligel wezîrê derve yê Sûriyê û serokê şanda rejîmê Welîd el-Muelim bicive da ku rê li ber danûstandinên Cenêvê bê xweşkirin û metirsiya têkçûna wan ji holê rabe. + +Serpereştyarê danûstandinan şandeyê navneteweyî û erebî Exzer Ibrahîmî duh sêşemê piştî rûniştina yekemîn di gera duyem de got ku ev rojeke gelekî zehmet bû, ti pêşketinê encam ne daye û diyar kir ku ji bo pêşketinê pêwîstî bi alîkariya her du aliyan û piştgiriya derve heye. + +Her derbarê danûstandinên Cenêvê de şeva borî serokê Amerîka Barack Obama û serokê Fransa François Hollande li Washingtonê li hev civiyan û rewşa Sûriyê guftûgo kirin. + +Di konferanseke çapemeniyê de ligel Hollande, serokê Amerîka got ku hîn danûstandinên Cenêvê ji armancên xwe dûr in û di vî warî de bêhêvîtiyeke mezin heye û diyar kir ku rejîma Sûriyê bi berpirsyarî tevnagere lewra her têkçûnek di danûstandinan de, wê rejîm di ber de berpirsyar be. + +Obama her wiha got ku roj bi roj Sûriyê berve herifandinê diçe û tekez kir ku ev yek ne baş e ne ji Sûriyê re û ne jî ji herêmê û aştiya cîhanî re. + +Aloziyên tund û dijwar kûrahiya nakokiyên di navbera her du aliyan de aşkere dikin, lewra diyar e ku parastina danûstandinan ji têkçûnê pêwîstî bi tevgereke navneteweyî û herêmî awarte heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo ragihand ku ew niha bi serdabekê li bajarê Silêmaniyê ne û dixwazin pişt re serdana Bexda û Enqereyê jî bikin. + +Şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê ji Salih gedo û her du cîgirên wî Emîne Osê û Şemîrna Şamûl pêk tê. + +Salih Gedo derbarê hatina wan bo Başûrê Kurdistanê de ji Tora Medyay ya Rûdawê re got ";Me têkilî bi Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re kiriye lê wan red kirine ku pêşwaziya me bikin û ji me re gotine divê têkiliyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danin";. + +Gedo aşkere kir ku armanca serdana wan bo Başûrê Kurdistanê ewe ku têkilî bi partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re girê bidin û got ";Em dê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran re bicivin û emê hewl bidin lgel Partiya Demokrat a Kurdistanê re jî bicivin";. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê herwiha got ku di pilana wan de heye ku serdana Bexda û Enqereyê jî bikin da ku deriyên sînor yên ligel Rojavayê Kurdistanê vekin. + +Di dawiya meha borî de PYDê û çend partiyên din rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine binavkirin, ragihandin. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, tevlî wê rêveberiyê nebûye. + +Berî niha berpirsê têkiliyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû ku ";ew îtîraf bi kantonên PYDê nakin, ji ber ku bi tek alî hatine avakirin";. + +Kantonên Rojavayê Kurdistanê hatin dirustkirin. Li Rojavayê Kurdistanê û li hemû parçên din ên Kurdistanê jî helwest li hember wan cuda bûn; hinan piştevaniya wan kirin, hin li dijî wan derketin û hin jî li ortê man. Lê ji van hemû boçûnan, tiştek ji min re zelal e ku dewleteke navendî ya bi forma dewleta Hafiz û Beşar Esed li Sûriyê bi dawî hat, ev yek jî zemîna mabûn û dirustbûna herêma Rojavayê Kurdistanê wek dewleteke piçûk yan wek herêmeke federal misoger dike. Yanî ger di paşerojê de formula wan jî biguhere, kanton her dimînin. + +Va em dibînin ku Yemen dibe şeş herêm. Tevî ku li Yemenê neteweyek tenê dijî ku neteweya ereb e. Lê hin cudahiyên mezhebî û siyasî kirin ku êdî dewleta navendî li Yemenê bi dawî bibe. Hemû berjeng û bûyerên dawî ber bi ne-navendîkirina dewletan diçin. Dinya globalîze bûye, lê di eynî demê de niha qonaxa dirustbûna hêzên mezin ên navçeyî ye, yanî bidawîhatina yek hêza mezin li cîhanê derketiye. Herweha qonaxa dirustbûna herêman di nava dewletên yek netewe de jî li cîhanê gurtir bûye. + +Min çend caran li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nivîsiye, ku hertim karvedanên cuda bi dû xwe de anîne; ku hinek kes piştevaniya nerînên min dikin, hinek jî min rexne dikin û tew bersivên êrîşker jî dermafê min didin. Niha jî ku ez dibêjim ew kanton dê bimînin û dibe ku statûyeke siyasî ya navneteweyî jî wek desthilateke `de facto`yî wergirin, di heman demê de ez di wê baweriyê de me ku desthilata tekpartî, girtina rê li ber desthilata bereyî di nav hêzên çekdarî û rêvebirinê de, zemîna demokrasiyê têk dide û girtîbûna navxweyî û derveyî dirust dike. + +Lê bi rastî partiyên Rojavayê Kurdistanê, yên ku rikberên Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD ne, bi şêweya xwe ya niha, cemawerên xwe jî didin rikberê xwe, çiku partî ango helwest. Di dema serhildan û guherînên radîkal de, divê helwest û pêngavên pratîk ên partiyan hebin, ne ku wek niha wek mûzexane û arşîfa daxuyanî û beyannameyan bimînin; gava ku xelk li hember êrîşên komên tundrew bin, gava ku xelk di nav valahiya kargêrî de bijîn, daxuyanî tu derdekî wan çareser nakin. Lê pêwistiya wan bi wê yekê heye ku partiyên wan bi pratîkî li tenişta wan bin eger ne li pêşiya wan bin. + +Li Rojavayê Kurdistanê bandora du rêbazan pir mezin e, rêbaza Barzanî û Apoçîtî (wek ew bi xwe nav lê dikin), lê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el Partî) nikarîbû xwe bi vê qonaxê re biguncîne û razîbûna cemawerên xwe yên alîgirên rêbaza Barzanî bi dest bixe, ku bi awayekî otomatîk cemawerên wê partiyê ne. Piraniya serkirdeyên el Partî niha li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne, radestî guvaşên PYD bû di dirust nekirina hêza parastinê li hundirê Rojavayê Kurdistanê, bi pratîkî wek partiyeke opozisyonê lê hat di zemîneke neguncaw de ji bo karê opozisyonî. + +Divabû el Partî navçeya nûfuza xwe dirust bikira û lê desthilatdar bûya, yan divabû bi her awayekî be karê bereyî ferz bikira. Niha qonax karên din ji partiyên din dixwaze, da ku tenê wek karvedan li ser pêngavên PYD nemînin. Çiku ev di siyasetê de û di gelek warên din de jî tê wateya xwe mirandinê. Beşdariya wan di kongreyên opozisyonê de li derve, bêyî hebûna dest û pêngavên wan ên pratîkî li Rojavayê Kurdistanê, bi kêrî xelk û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nayê. + +Di dema kongreyên opozisyona Iraqê de li welatên cîhanê û tew li Kurdistanê jî, Kongreya Niştimanî ya Iraqê û Ehmed Çelebî, bi piştevaniya Amerîka çalak diyar bûn. Lê piştî hilweşandina rêjîma Sedam, Kongreya Niştimanî ya Iraqê bû xwediyê yek kursî li parlamentoyê û Ehmed Çelebî jî bû kesekî bê bandor. + +Desthilata tekpartî, ku hêz pê re be, di rewşên awarte û qonaxên guhastinê de, rûyê cemaweran jî diguhere. Dibe ku di aliyê aborî de geşbûn peyda nebe, plûralîzm peyda nabe, lê partiya ku qonaxê tenê bi rêve dibe, çêlîkên xwe dixe nav hemû war û dezgehan. Lê di vê qonaxê de, PYD di neamadebûna partiyên din de, pêngaveke ku nayê jibîrkirin ji xwe re di dîroka Kurdistanê de tomar kir. + +Niha jî derfeta wê yekê heye ku ew kanton bibin ji bo hemûyan, bi rêya asayîkirina rewşê û amadekirina zemînê ji bo pêkanîna hilbijartinê bi beşdariya hemû partiyan, nemaze hevbeşîkirina hemû partiyan di vê qonaxa guhastinê de, dirustkirina dezgehên ewlekarî û hêza çekdarî ya hevbeş, ku ev yek di qezenca gelê Kurdistanê û ENKS de ye, herweha di qezenca PYD de ye jî li ser asta navneteweyî. + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê postên ku wêneyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser in û ji aliyê polîsan ve hatin rakirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku peywira polîsan nîne wêneyan rake û wiha hat gotin ";Bila demildest derbarê vê êrîşa qirêj de lêpirsîn bê destpêkirin";. + +Rêxistina BDPê ya Amedê bi boneya salvegera roja girtina Ocalan de, duh li ser bîlbaordan wêneyê Ocalan ên ku li ser nivîsandiye ";Bi Serokatiya Azad, Ber Bi Jyana Azad ve"; daleqandine. + +Di heman rojê de ji aliyê Dozgerê Komarê yê Amedê biryara berhevkirina posteran hat dayîn. Beriya ku biryara berhevkirina posteran bigihêje BDPê polîsan posterên Ocalan li ser bîlbaordan rakirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, KCDê di daxuyaniya xwe de got ";Bi milyonan kes rêberê PKKê Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibînin, Ocalan wekî aktorê herî girîng yê çareseriyê tê dîtin û ji bo tevlîbûna çalakiya di bîlbaordan de poster hatine daleqandin û biryara berhevkirina poteran hatiye dayîn";. + +KCDê tevî şermezarkirinê wê biryarê da zanîn ku ew biryar ";bêhiqûqî û siyasî"; ye. + +KCDê got ku Divê hikûmet demildest derbarê kesên ku ";ev êrîşa qirêj pêkanîne"; lêpirsîn veke û ev kes ji kar bên dûrxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê, 13.02.2014, berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê bicivin. + +Sibê pêncşemê şandeke bilind a Tevgera Gorran bi serokatiya Newşîrwan Mistefa dê serdana Hewlêrê bike û ligel şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Mesûd Barzanî bicive û pirsa avakirina kabîneya heştem yekalî bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Gorranê ji Omer Seyid Elî, Mistefa Seyid Qadir û çend berpirsên bilindên din ên Gorranê pêk tê, di civînê de dê pirsa avakirina hikûmetê û rewşa giştî ya Iraqê dê bêne behskirin. + +Herwiha Barzanî dê acendeya serdana xwe bo welatên Ewropayê û beşdarîkirin di Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos)de û sedema hilweşandina serdana xwe bo Amerîka behs bike. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ev nûçe ji Rûdawê piştrast kir, lê ti zanyarî derbarê naveroka civînê de aşkere nekirin. + +Piştî hilbijartina 25ê Tîrmeha 2009an, cara yekem serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 22yê mijdara 2011an de serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel Newşîrwan Mistefa civiyabû. + +Piştî wê civînê, wek bersivdana serdana Barzanî bo Silêmaniyê bi 5 mehan, wate 24ê nîsana 2012an Newşîrwan Mistefa serdana Barzanî kir li Pîrmamê. + +Herwiha di 17ê çileya 2013an de Newşîrwan Mistefa ligel her yek ji sekreterê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ferec û mîrê Komela Îslamî Elî Bapîr ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. + +Piştî hilbijartina 21ê Îlona 2013n, ev dê bibe cara duyem ku Newşîrwan Mistefa serdana Hewlêrê dike. + + +Amed (Rûdaw)- Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê rakirina postên rêberê PKKê Abdullah Ocalan de bertekên xwe anî ziman û got ";Ger hûn li hember aştiyê rêzdar bin, divê hûn li hember mîmarê aştiyê jî rêzdar bibin";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê,Demîrtaş diyar kir ku ew li benda AKPê nasekinin, dê dibistanên xwe vekin û pirtûkên perwerdehiyê bi xwe çap bikin. + +Li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku 2 hezar kesan digire hat vekirin. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlmantera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek kes tevlî merasîma temel avêtinê bûn. + +Demîrtaş got ";Serokwezîr kampanyaya derewan dimeşîne. Cudahiya me ew e ku em diz nînin";. Demîrtaş da zanîn ku AKPê nikarin 6 mehan jî li Amedê şaredartiyê bikin û wiha got: ";Ew bi dizî û rantê karê xwe dimeşînin. Ew nikarin meaşê xebatkarên şaredariyê jî bidin. Lê ti kes nikare di van mijaran de şaredarên me sûcdar bike";. + +Hevserokê BDPê anî ziman ku dê bi biryarên herêmî rêveberiyan ava bikin û wiha got: ";Em tiştekî ji dewletê hêvî nakin. Em ê dibistanên xwe vekin û pirtûkên xwe çap bikin. Em li benda AKPê nasekinin. Hûn nikarin li gel û partiya me çong bidin vedan. Em dijminê kesekî nîn in û ji bilî Xwedê ji ti kesekî natirsin. Kesek nikare di bin navê rexneyê de heqaretê li nirxên me bike";. + +Derbarê rakirina posterên rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Amedê de, Demîrtaş got ";Zîhniyeta ku wêneyê Serok Apo diqelêşînin, bila vê yekê bizanibin ku nikarin ji dilê me û dilê gelê bidin avêtin. Ez li vir vekirî dibêjim. Ger hûn li hember aştiyê rêzdar bin, divê hûn li hember mîmarê aştiyê jî rêzdar bibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ragihand ku nêrîna rêberê PKKê Ebdulla Ocalan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nêzîkî hev e, û got ku ew şahide li ser xebata Mesûd Barzanî li Bakûrê Kurdistanê. +Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder pêr, 10.02.2014, gihştibûn Hewlêrê û doh sêşemê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û nameya Ocalan gihandin destê Mesûd Bsarzanî. + +Di konfransekî rojnamevanî yê hevapr de, li baregeha BDPê li Hewlêrê, Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ragihandin ku Mesûd Barzanbî bi nameya Ocalan kêfxweş bû, û dê ew nameyekê ji Barzanî jî bighînin Ocalan. + +Zana got jî : ";Birêz Barzanî xebatên mezin bo gelê Kurd dike, û ez şahidim li ser xebata wî li Bakûrê Kurdistan."; + +Herwiha Zana û Onder ku piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê, berê xwe dan Qendîlê û ligel berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) civiyan, di konfransê rojnamevanî de Onder ragihand ku civîna wan ligel berpirsên KCKê erênî bû û wan nêrîna Ocalan gihandin Qendîlê. + +Di beşekê din ji konfransê de Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana got ku : ";Meha Sibatê mehek tarî û reşe ji bo gelê Kurd."; + +Ji aliyê xwe Onder derbarê girtina Ocalan de got: ";Ocalan ji bo demokrasî û aştiya Kurd û Tirkan di zindanê de ye."; + +Herwiha îro parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder, li Hewlêr ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî civiyan. + +Di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de, Zana û Onder gotin: ";Spasî û pêzanînên Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî bo wê rola wî ya erênî di destpêkirina pêvajoya aştiyê û berdewamiya wê de ligel Tirkiyê, û daxwaz ji Barzanî kiriye ku berdewam bin li ser piştgirîkirina pêvajoya aştiyê."; + +Herwiha li gor ku di daxuyaniya civîna Zana û Onder ligel Nêçîrvan Barzanî de hatiye, ";Ocalan behsa rola Idrîs Barzanî, bavê Nêçîrvan Barzanî, kiriye ku çawa di destpêk û naverasat salên heştêyî de roleke bi bandor di başkirin û yekxistina rêzên hêz û aliyên Kurdistanî de dîtibû."; + + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku 2 hezar kesan digire hat vekirin. + +Di merasîma vekirina projeyê de hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlmantera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek kes amade bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr di axaftina xwe de anî ziman ku di nav 10 salan de her tim xwestiye layîqî gelê Amedê bibe. Baydemîr got ";Me li bajar hemleyek mezin pêkanî. + +Di sala 2009an de dema derketim pêşberî we, me gotibû emê 52 projeyan bi dawî bikin. Îro me ev proje temam kirine. Ez dixwazim hûn heqê xwe helal bikin";. + +Baydemîr ji namzetên BDPê yên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli re serkeftin xwest. + +Baydemîr da zanîn ku dê heman tecrûbeyan li Rihayê jî pêk bînin û wiha got: ";Heq hebe xem nîne, BDPê hebe rant nîne." + + +Giwêlan (Rûdaw)- Bi armanca hişiyar kirina jinên kurd, da erk û mafên xwe nas bikin û girîngiya xwe di nav civaka kurdî de bizanibin, helbestvan û niviskara Kurd Diya Ciwan, çend simînarên rewşenbîrî li ser rewş û rola jinê di tevahiya cîhanê de li kampên koçberan lidar dixe, û yek ji wan simîneran jî li kampa Giwêlanê bû. + +Di vê simînarê de Diya Ciwan gelek nimone ji dîroka jinên cîhanê anîn ziman, herwiha çend nimone li ser hêz û rola jina kurd di dîroka civaka kurdî de ber çav kirin, û ev yek jî cihê dilxweşiya koçberan bû . + +Li gor gotinên berpirsê navenda Rewşen Bedirxan ya bi ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, navend çalakiyên rewşenbîrî ji bo koçberan lidar dixe û dibêje ku wê karên xwe bidomîne . + +Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî perwer de dike , lê gava ku koçberî derdikeve holê , wê demê hemo nerxên mirovahî yê şel û pel dibin , lewma simînarên bi vî awayî pêwîstin ,da ku herkes erk û mafên xwe nas bike . + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kuristanê, yek ji wan bajaran e ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, belkî li beşin din jî ên Kurdistanê bajarekî naskiriye. + +Bajarê Qamişlo, yan jî Qamişloka avînê wek ku hemwelatiyên Rojava nav lê tînin, gelek stran û helbest li ser hatine gotin. + +Herwiha gelek nvîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd ên navdar ji wî bajarî derketine. + +Hinek car Qamişlo bi navê Mihemed Şêxo, Reşîdê Kurd, Ceger Xwîn, Selîm Berekat û gelek kesên din ên navdar tê naskirin. + +Vê carê me potreyek li ser bajarê Qamişlo çêkiriye, ka em bi hevre bibînin. + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Pêş ku Rojiya Xizir destpêbike Şaredara Dêrsîmê ya BDPê Edîbe Şahîn digel endamên Encûmena Şaredariyê li Ziyaretgeha Gola Çetû Loqmeya Xizir belav kir. + +Bawermendên Raya Heq (Rêya Xwedê) ango Kurdên Elewî di rojên13-14 û 15ê vê mehê de sê rojan Rojiya Xizir digirin. Di nava xelkê de sê çarşemên destpêkê rojî dihat girtin û roja piştî çarşema sêyem a rojiyê jî rojek Rojiya Avê dihat girtin. Di Rojiya Avê de piştî fitarê jî av nayê vexwarin, şev kî avê bide rojîgir, divê bi wî/wê re bizewice. Pêştir li Dêrsîmê ji ber şert û mercên erdnîgarî, ji bo pîr û rêberên dînî xwe bigihîne hemû talib û alîgirên xwe, ev rojî di hundirê meha Sibatê de bi şertê ku roja Çarşemê dest pê bike rojî dihat girtin. + +Ziyaretgeha Gola Çetû, Cihê ku Çemê Minzûr û Çemê Pêrî digihêjin hev, ji aliyê dêrsîmiyan ve wekî cihê Xizir tê binavkirin. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn îro li Gola Çetû bi destê xwe Loqmeya Xizir ango Kateya Xizir li amadebûyan belav kir. Di baweriya Raya Heq (Kurdên Elewî) de loqme, boraq an jî qurban di rojên çarşemê de tên dayîn û belavkirin. + +Têkildarê girîngiya Rojiya Xizir Şaredar Edîbe Şahîn got ku ew niyaza xwe datînin. Di vî warî de Şahîn wiha axivî: ";Li Dêrsîmê, Rojiya Xizir di baweriya Raya Heq de xwedî cihekî taybet e. Ev rojî, yek ji taybetmendiya baweriya me ye ku ji baweriyên din vediqetîne. Herwiha ji ber baweriya me neniviskî ye, perestin û îbadetên xwe wiha gelekî girîng in."; + +Şahînê diyar kir ku Rojiya Xizir li gorê Salnameya Rûmî ye ku Kurd dibêjin ‘Hesabê me’. Şahînê di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di Rojiya Xizir de her kes diçe ziyaret û cihên pîroz ên herî nêzîk. Bawermend li ziyaretgeha lava û daxwazên xwe tînin zimên û li wir niyaz û boraqên xwe belav dikin."; + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahînê diyar kir ku ew wekî rêveberiyên herêmî yên BDPê girîngiyeke mezin dide baweriyên cûda yên civaka Kurdistanê. Şahînê got ku bi hêviya aştî û aramiyeke cîgir niyazên xwe belav dikin. + +Piştî axaftinê, Şaredar Edîbe Şahînê bi destê xwe Loqmeya Xizir li amadebûyiyan belav kir. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ragihand ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê nas bike. + +Asya Ebdullah di çalakiyeke partiya xwe de li nêzîk bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bal kişande ser danûstandinên kongreya Cenêv2, beşdariya Kurdan di kongreyê de û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û çend partiyên di dawiya meha borî de li her sê herêmên Qamişlo, Kobanî û Efrînê ragihandin. + +Derbarê rêveberiyê de, hevseroka PYDê got ";Rêveberiya xweser dê ji bo pêkanîna demokrasiyê pêşketinên girîng bi xwe re bîne. Ev rêveberî dikare dibe nimûneya çareseriya krîza Sûriyê";. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, Ebdullah di wê çalakiyê de diyar kir ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê û wek gelekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî nas bike. + +Li ser kongreya Cenêv2 ku roja duşemê gera danûstandinên wê ya duyem di navbera şanda rejîm û opozîsyona Sûriyê de destrpêkir,Ebdullah tekez kir ku ew wek partî ne li dijî danûstandinên Cenêvê ne. + +Hevseroka PYDê got ";Lê em li dijî hewildanên dûrxistina Kurdan in. herdu encûmenên kurdî li hev kiribûn ku pêwîste Kurd bi şandeke serbixwe beşdarî Cenêvê bibin, lê ENKSê ev tişt nepejirand û di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî civînê bû";. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, 5 nûnerên wê di nav şanda opozîsyonê ya bi serokatiya hevpeyvmaniyê de li Cenêvê cih digirin. + +ENKSê û PYDê di 24ê kanûna 2013an li hev kiribûn ku eger opozîsyon bi çend şandan tevlî kongreya Cenêv2 bibe, wê demê Kurd jî dê bixwazin bi şandeke serbixwe beşdar bibin, lê eger yek şanda opozîsyonê hebe dê Kurdên di nav wê şandê de bi navê Kurdan li Cenêvê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmarek çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi nêzîkî 10 otombêlan avêtin ser nahiyeya Silêman Beg li parêzgeha Selhaedînê û metirsî heye ku rêya navbera Kerkûk û Bexdayê bikeve destê çekdaran. + +Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Nahiyeya Silêman Beg bi temamî ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê û bi tenê hêzêke hevebş a polîsan li wir maye û li navenda nahiyeyê li hemeber çekdaran radiweste";. + +Ehmed herwiha got ";Niha li gundê Hefrîn jî şer didome û bi balafiran êrîşî çekdarên DAÎŞê dikin, em wek asayişa Xurmatû tevlî wî şerî nebûne û Artêşa Iraqê li derdora navçeyê xwe amade kiriye, lê heta niha ti hêzeke bejayî ya artêşê ne liviya ye";. + +Li hember vê yekê qaymqamê Xurmatû Şelal Ebdul ji Rûdawê re got ";Li Silêman Beg şer ne qewimiye, lê li hinek cihên nav nahiyeyê wek taxa Eskerî û Belediyat çekdar çûne ser xaniyan, lê heta niha şer ne qewimiye";. + +Ebdul herwiha got ";Li nav nahiyeyê jî yek gule nehatiye avêtin û ti pirgisêkeke me li wir nîne";. + +Nahiyeya Silêman Beg girêdayî bajarokê Xurmatû ye û yek ji wan navçeyan ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di serdana îro de, berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa wê navê kandîdê tevgera xwe bo posta wezîrê navxwe bide serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kandîdê Tevgera Gorran ji bo posta wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê di kabîneya heştem de Mistefa Seyid Qadir e. + +Mistefa Seyid Qadir yek ji serkirdeyên Tevgera Gorran e. + +Biryar e îro li Pîrmamê şandeke Tevgera Gorran bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ligel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî bicive. Civîn dê saet 12.30 bi dema Hewlêrê destpêbike. + +Tê çaverêkirin Barzanî û Newşîrwan Mistefa biryara dawî derbarê rêkeftina navbera PKDê û Gorran de bidin ji bo avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî. + +Li gor wê rêkeftinê, posta serokê Parlamentoya Kurdistanê û wezîrê navxwe dê ji Gorran re be. Herwiha posta cîgirê serokwezîr dê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re be. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de PDKê yekem, Gorran duyem, YNKê sêyem, Yekgirtûya Îslamî çarem û Komela Îslamî pêncem bûn. + +Enqere (Rûdaw)- Serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan di hevdîtina dawî ya bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re got ku Ocalan gotiye ";Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû";. + +Ocalan ji 15ê sibata 1999an ve dema ku li Kenyayê hat girtin, li girava Îmraliyê girtî ye. + +Pervîn Buldan ji destpêka pêvajoya aştiyê de ku diçe Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne derbarê 15ê sibatê û hevdîtina dawî ya ligel Ocalan de axifî. + +Li gor nûçeya DÎHAyê Buldan got ";Li aliyekî têkoşîna gelê Kurd û tevgera wê, li aliyê din jî têkoşîna Ocalan a di hucreya yekkesî ya Îmralî de komplo vala derket";. + +Buldan aşkere kir ku Ocalan di vê hevdîtina dawî de wiha gotiye ";Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû";. + +Buldan got ";Ti hêz nikare Ocalan û Kurdan têk bibin. Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Divê hêzên navneteweyî vê bigirin dîqqetê. Ocalan ne tenê di aliyê Tirkiyê de di aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê de jî şexsiyeteke ku divê mirov bigire dîqqetê";. + +Derbarê vîdyoyên Ocalan ên ku vê dawiyê di medyayê de belav bûne de, Buldan got ";Ev hêz ji bo Ocalan bê îtîbar bikin û komployê dewam bikin van kiryaran dikin. Nêrîna Birêz Ocalan jî di vî alî de ye. Gelê Kurd guh nade van lîstikan. Em dizanin bê ev lîstik ji aliyê kê ve hatine nivîsandin";. + +Herî dawî roja 8/2/2014 wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û cîgirê Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder hevdîtinek bi Ocalan re pêk anîbûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku parêzgarê Hesekê fermana bilindkirina ala Sûriyê ya fermî li ser avahiyên hikûmetê li seranserê parêzgehê daye. + +Li gorî Rewangehê, parêzagarê Hesekê di nivîseke fermî de ku ji Şaredariya bajarokê Til Temirê re şamdiye, fermana daye wan ku ala fermî ya Sûriyê li ser hemû avahiyên hikûmetê bilind bikin. + +Malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê belav kiriye ku piştî wê fermana parêzgarê Hesekê, ";ala Sûriyê li ser dibistana el-Welîd el-Rîfiye ya li Til Temirê hat bilindkirin";. + +Di 21ê çileya borî de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên xwe yên Ereb û Suryan hikûmeta Kantona Cezîrê ragihandin. Pişt re bi çend rojan hikûmet li kantonên Kobanî Efîrnê jî ava kirin. + +Bajarokê Til Temir ku nêzîkî 40 km li bakurê rojavayê Hesekê dikeve, Kurd, Aşûrî û Ereb lê niştecî ne û dikeve nav sînorên kantona Cezîre. + +Berpirsên kantona Cezîrê berî çend rojan ragihandibûn ku wê alek taybet bi kantonê bê destnîşankirin û êdî ji bilî wê ala destnîşankirî nabe ti alên din li kantonê bên bilindkirin. + +Kantona Cezîrê yak u PYDê û hevalbendên wê ragihandine, bajar û bajarokên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespî, Çilaxa, Rimêlan, Girkêlegê û Dêrikê li xwe digire. + +Heta vê gavê jî bajarên Qamişlo û Hesekê bi temamî di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ne. Herwiha hikûmeta Sûriyê mûçeya fermanber û mamostayên li parêzgeha Hesekê dide. + +Pîrmam (Rûdaw)- Civîna di navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa de li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmam ragihand ku civîna di navbera Barzanî û Newşîrwan Mistefa 2 saetan domand û berî bîstekê bi dawî hat. + +Şanda Gorran ku bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye ji Omer Seyid Elî, Mistefa Seyid Qadir û çend berpirsên bilind ên tevgerê pêk tê û vê sibehê gihişte Pîrmamê. + +Di civîna îro de biryar bû Barzanî û Newşîrwan Mistefa derbarê avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj bikin. Herwiha Tevgera Gorran dê navê kandîdê xwe bo posta wezîrê navxwe pêşkêşî Barzanî bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kanîdnê Gorran bo posta wezîrê navxwe Mistefa Seyid Qadir e. + +Dihat çaverêkirin Barzanî û Newşîrwan Mistefa biryara dawî derbarê rêkeftina navbera PKDê û Gorran de bidin ji bo avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî. + +Li gor wê rêkeftinê, posta serokê Parlamentoya Kurdistanê û wezîrê navxwe dê ji Gorran re be. Herwiha posta cîgirê serokwezîr dê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re be. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de PDKê yekem, Gorran duyem, YNKê sêyem, Yekgirtûya Îslamî çarem û Komela Îslamî pêncem bûn. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Wesayîta çop û zibilan a Şaredariya Dêrsîmê agir pê ket. Ji şens û siûda baş re dema agir bi wesayîtê ket, ji xwe wesayît li ber Agirkujiya Giştî ya Bajêr bû. + +Îro beriya danê nîvroyê wesayîta çop û zibilan a Şaredariya Dêrsîmê dema li ber Agirkujiya Giştî ya Bajêr rawestiyayîbû agir pê ket. + +Agirkuj û karkerên şaredariyê dema dîtin ku dûman ji wesayîta zibilan hildibe, bêyî ku ziyanekê mezin bibexşîne demildest bi avê mudaxele kirin û şewat vemirandin. + +Karkerên şaredariyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku diyar e niştecihek bajêr xweliya sobe yan jî kalorîfera xwe bi temamî venemirandî û avêtiye zibildankê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi serokatiya şandekê roja yekeşmê serdana Bexdayê bike û pirsa şandina petrolê Herêma Kurdistanê bo derve ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bike. + +Yek ji beşdarên civîna ya îro ya di navbera nûnerên Kurdan li Bexdayê û Hikûmeta Iraqê de ragihand ku biryar e roja yekşemê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê bike. + +Serokê frakisyona Yekgirtûya Îslamî di Parlamentoya Iraqê de Necîb Baletî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Di civîna îro ya di navbera nûnerên Kurdan û Hikûmeta Iraqê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku gotûbêjên derbarê buceyê li parlamentoyê bêne paşxistin heta ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê para Herêma Kurdistanê di buceyê û şandina petrola Kurdistanê de yekalî bibin";. + +Baletî diyar kirk ku di civîna îro de cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî û wezîrên petrol û darayî yên Iraqê amade bûn. + +Baletî aşkere kir ku biryar e serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yekşema bê bi serokatiya şandeke peywendîdar serdana Bexdayê bike û derbarê budce û petrolê de gotûbêjan bike. + +Baletî bal kişand ku her du aliyên kurdistanî û iraqî di civîna îro de li hev kirin ku rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê bê paşxistin. + +Pîrmam (Rûdaw)- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê piştî nêzîkî 2 saetan bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmamê ragihand ku di civînê serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên amade bû. + +Şanda Tevgera Gorran ji Omer Seyid Elî, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed, Ako Hemekerîm û Mistefa Seyid Qadir pêk dihat. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed diyar kir ku di civîna îro de Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser van xalan li hev kirin: + +-Bihêzkirina têkiliyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran û ew têkilî têkevin asteke baştir. + +-Her du alî hewlesta wan li hember Bexdayê yek be + +-Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin û êdî neyê derengtir nemîne. + +Derbarê postên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Barzanî û Newşîrwan Mistefa li hev kirin ku Gorran ligel Nêçîrvan Barzanî bicive û hemû postan yekalî bikin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku piştî civînê şanda Tevgera Gorran ber bi bajarê Silêmaniyê birêket. + + + + +Roja pêncşemê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi germî pêşwaziya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran birêz Newşîrwan Mistefa û şanda li gel kir û li gel wan civiya. Şanda li gel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran ji Umerê Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed û Ako Heme Kerîm pêkhatibû. + +Di hevdîtineke dostane û erênî de, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şanda mîhvan bi xêrhatinê vegera Serok Barzanî ji Eworpayê kirin, û destpêkê de behsa wan serdan û çalakiyan hate kirin ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya welatên Ewropa de encam dabû. + +Beşekî girîngê civînê taybet bû bi axaftina li ser pêk anîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew asteng û kelem jî hatin nirxandin ku ketine ber pêvajoya danusandinên di navbera aliyên siyasî de, û her dû aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste hemû astengiyek ji pêvajoyê bê derxistin, da ku bi zûtirîn dem pêvajoya danusandinan di navbera aliyan de bê encamdan. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran li ser wê yek hevrê bûn ku pêwîste peywendî û danustandinên berdewam li gel hemû aliyan de hebe. + +Di civînê de pêvajoya siyasî ya navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de jî hatin gotûbêj kirin. + +Fuad Husên +Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê +13.02.2014 + +Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistanê, ragihand, ew sê girtiyên ku ji parlamenterekî re name nivîsandibû û gotibûn ";li Asayişa Hewlêrê li ber çavên me destdirêjî li hevjîna girtiyekî kirin"; dibêjin, name aliyê wan bixwe ve hatiye nivîsandin û li ser gotinên xwe jî rijd in. + +Çend roj berê, endamê Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer ku di heman demê de endamê fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê ye jî, ragihandibû, 3 girtiyan jê re name nivîsandine û yek ji wan girtiyan di nameya xwe de wiha nivîsandiye: ";Li Asayişa Hewlêrê li ber çavên min destdirêjî li hevjîna min kirin da ku ez agahiyan bidim wan";. + +Ew sê girtî li girtîgeha Mihete ya Hewlêrê ne û bi cezayê heta hetayî hatine mehkûmkirin. + +Piştî vê yekê, desteya serbixwe ya mafên mirov li Herêma Kurdistanê li pey vê mijarê çû. + +Rêvebera giştî ya hiqûqî û parastina mafên mirov Tavge Omer Reşîd, dibêje, wan girtiyan têkez kirine ku name ji aliyê wan ve hatiye nivîsandin ji ber wê jî eger nameya wan girtiyan rast be wê çaxê ji rewşa binpêkirinê derbas dibe û dikeve çarçoveya sûc lewma divê dozgeriya giştî dosyayekî vebike û eger rast nebe wê çaxê reşkirina navê Asayişê ye û ew dikarin dozê vebikin. + +Tavge Omer, diyar kir ku wan her sê girtiyan nameya xwe îmze kirine lê heta niha nayê zanîn ka naveroka namê rast yan na. + +Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, beriya niha ji Rûdawê re gotibû, ew tişta Soran Omer dibêje, sala 2005an qewimiye, niha jî 2014an e û heta niha me ne tiştekî wisa bihîstiye û ne jî çêbûye. + +Li gorî Tariq Nûrî, ev îdiayên wiha tenê reşkirina navê Asayişê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê şanda PDKê ya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, diyar kir ku ew di pêkanîna hikûmetê de dereng mane û got, lê emê hewl bidin heta 20ê vê mehê herî kêm xetên giştî yên hikûmeta nû destnîşan bikin. + +Endamê şanda PDKê ya pêkanîna hikûmetê û wezîrê bajarvaniyê Dilşad Şehab, duh beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û ragihand, heta niha roja pêkanîna hikûmetê nehatiye destnîşankirin lê ji ber ku pêkanîna hikûmetê dereng ketiye dê hewl bidin heta 20ê vê mehê xetên giştî yên hikûmeta nû bikşînin. + +Dilşad Şehab, li ser xetên giştî yên hikûmetê jî wiha got, mebest ji xetên giştî parvekirina postên serekî yên mîna serokatiya parlamentoyê ye ku wek girêya kor a hikûmeta nû ye ji ber ku eger ev post zelal bibe dê parlamentoy dest bi civînên xwe bike û kesekî bo pêkanîna kabîneya hikûmetê erkdar bike. + +Şehab, li ser helwesta Tevgera Gorran û daxwaziyên wê di hikûmeta nû de diyar kir, di hevdîtina navbera şanda PDKê û şanda Gorranê de ku li Silêmaniyê pêk hat, heta niha Gorranê bersiva PDKê nedaye. + +Wî endamê şanda PDKê li ser wan rexneyên ku dibêjin PDK pêkanîna hikûmetê gîro dike, wiha axivî: ";Eger mesele temamkirina 56 kursiyan be wê çaxê rojek jî bo PDKê zêde çimkî em dikarin di nav rojekê de her tiştî çareser bikin."; + +Wezîrê bajarvaniyê her wiha destnîşan kir ku heta niha PDK ti bersivek negatîf li hember daxwaziyên partiyên siyasî bo tevlîbûna hikûmetê nedaye ji ber ku ti xetek sor li cem PDKê nîne. + +Dilşad Şehab, li ser dayîna wezareta navxwe bo Gorranê jî got, ew wezaret hinek taybetmendiyên xwe hene, dibe ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinan de li ser wê postê jî gotûbêj bike. Wezîrê navxwe nêzîktirîn kes e bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber qeyrana darayî ya li Herêma Kudistanê dê nîvê mûçeyên saziyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encumena Wezîran û hemû pileyên ku di asta wezîran de ne, bê dayîn. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hikûmetê ji ber qeyrana darayî ya niha, biryar da nîvê mûçeyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîrên hikûmetê û hemû pileyên ku di asta wezîr de ne bide. + +Sefîn Dizeyî, da zanîn, her wiha biryar hat dayîn şandina karmend û berpirsan bo derve û dayîna padaşt û alîkariyan li hemû wezaretan were sekinandin. + +Dizeyî eşkere kir ku hikûmetê ew ferman bi nivîseke fermî ji hemû sazî û wezaretan re şand. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Gundê Rezanê yê Colemêrgê 68 salin pirsgirêka avê heye. Welatî ji bo pirsgirêka avê çareser bikin 2 kilometre rê diçin û ji kaniyê avê tînin. + Gundê Rezanê yê Goranîsê ji 35 mal û 250 nifûsê pêk tê. Gundê Rezan 30 kîlometre dûrî Navenda Colemêrgê ye. Ji bo pirsgirêka avê çareser bibe di çarçoveya Projeya Piştgiriya Bingesaziya Gundan a Îdareya Taybet a Bajar (KOYDES), di sala 2010'an de projeya avê hat pêşkêşkirin. Lê yekîneya lêkolîn û venêrtinê ya Îdareya Taybet a Bajar bêyî ku rewşa herêmê ya kevir û çiya li ber çavan bigire rapor amade kir. Proje di sala 2010'an de bi 62 hezar lîre dan şîrketekê. Ji ber ku herêm zinar bû, tenê fîrmaya projeya avê 15 santîm erd kola û boriyên avê binax kirin. Di Nîsana sala 2011'an de ji ber baran û berfa zêde hemû boriyên di bin axê de tev ketin ber avê û ji cihê xwe rabûn. Piştî vê yekê KOYDES'ê di sala 2011'an de ji bo xeta avê projeyek din ava kir. Lê di vê projê de jî ji ber ku şebekeya avê ji çavkaniyek kêm anîn, di çileyê zivistanê de av miçiqî û dîsa welatiyên gund bê av man. + +Ji bo şûştinê tên Colemêrgê + +Welatiyên gundê Rezan diyar kirin ku bi salan in pirsgirêkên avê dijîn û ji ber pirsgirêka avê dijîn nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku bi kîlometreyan diçin avê ji kaniyên dervê gund tînin û zahmetiyên pir mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji ber pirsgrêka avê bi rojan nikarin cilê xwe bişon û nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin. Welatiyan dan zanîn ku diçin avê ji çemê Zapê tînin û bi vî rengî pêdiviyên xwe temîn dikin. + +‘Em 10 rojan carekê zarokên xwe dişon' + +Welatiyan anîn ziman ku ji ber av tune nikaren zarokên xwe bişon, nikarin cilê xwe bişon û ji bo ava xwarin û vexwarinê pir zahmetiyan dijîn. Welatiya bi navê Adile Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê pir zêde ye û wiha got: "Em ji ber bêaviyê rezîl û riswa bûn. Bi salan in em bê av in. Em diçin ji çem û rûbarên dûr avê tînin." + +Welatiyên bi navê Mikail Karacak, Îsmail Karaca, jî anîn ziman ku bi salan in ji ber polîtîkayên dewletê pirsgirêka avê dijîn u nikarin pêdiviyên xwe yên avê dabîn bikin. + +Endazyarê Daristanê Abidîn Bozkurt, jî anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bike 10 salin di nava hewldanan de ye û heta niha gellek caran nivîs ji rayedaran re şandiye, lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê 68 salin didome û wiha got: "Îhaleyên avê çêkirin. Lê ji ber ku şert û mercên herêmê li ber çavan negirtin pirsgirêka avê çareser nebû." Bozkurt, da zanîn ku bi dehan caran serî li rayedaran dan û herî dawî di 2'ê Çile de nivîs ji rayedaran re şandin. Bozkurt, anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. +Serokê Meclisa Bajar a Colemêrgê Ahmet Korkmaz, anî ziman ku ji ber vê pirsgirêkê îdareya bajêr rastî lêpirsînê hatiye û doz li wan hatiye vekirin û wiha got: "Me di sala 2013'an de ji bo çareseriyê 97 hezar lîre wek bûdce veqetand. Lê ev proje rastî astengiya çavdêran hat. + +Berpirsê karê bîr û avê yê Îdareya Taybet a Bajar Naci Demir, jî anî ziman ku gellek xeletî li ser hev çêbûne û wiha got: "Em ne şaredarî ne ku me her pirsgirêkê çareser bikin. Karê ku me kir me ji bo xatirê Meclisa Bajar û Walî çêkir. Ne wisa bûya me ev kar nedida ser pişta xwe."; + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê bo hevdîtina digel rayedarên Tirkiyê serdana wî welatî bike. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (14.02.2014) serdana Tirkiyê bike û li Stenbolê bi serokwezîrê wî welatî Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin pêk bîne. + +Hewlêrê (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, behsa pêkanîna hikûmetê û yekhelwestiyê li hember hikûmeta Malikî kirine. + +Di civîna îro (13.02.2014) ya navbera Barzanî û Newşîrwan Mistefa ku li devera Pîrmamê ya Hewlêrê hat lidarxistin, Mistefa endamên şanda Gorranê ya pêkanîna hikûmetê ku ji Omerê Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed û Dr. Ako Heme Kerîm pêk tê, da nasandin. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de Newşîrwan Mistefa behsa derengketina hikûmetê kiriye, her çiqas ew bi wê razî bûne ku bo xatirê pêkanîna hikûmetek binfireh û lihevkirina li hember wan kêşeyên ku rastî kurdan tên, dest ji posta cîgirê serokwezîr berdane. + +Newşîrwan Mistefa ew jî gotiye ku ew dixwazin hikûmet zû pêk were û eger ew li ser rêya hikûmetê asteng in ew amade ne bibin opozîsyon da ku hikûmet di demek zû de pêk were. + +Her wiha li gorî çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî ji Newşîrwan Mistefa re gotiye ku ew gellekî hez dike Gorran beşdarî hikûmetê bibe û kurd li ser kêşeyên Bexdayê yekhelwest bin, her wiha jê pirsiya Gorran çima dixwaze wezareta navxwe werbigire û li ser vê yekê rijd e. hat gotin di civînê de her wiha behsa serdanên Barzanî yên Ewropayê jî hat kirin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên jî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de her du aliyan têkez li ser nehîştina astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmetê kirine da ku di zûtirîn dem de danûstandina navbera aliyan bigihê encamên berbiçav û wiha got, ";Birêz serokê Herêmê û organîzatorê giştî yê Gorranê li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku divê di navbera aliyan de her dem diyalog û danûstandin hebe."; + +Barzanî her wiha daye zanîn, bo ku hikûmet di demek zû de pêk were dê roja şemiyê (15.02.2014) bi rayedarên YNKê re bicive. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bûyerên ku ji ber çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê roja girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketibûn, bi dawî bûn. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî 4 kes hatin desteserkirin. + + Li navçeya Geverê ya Colemêrgê girseya ku ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daket kolanan, rastî mudaxaleya polîsan hat. Piştî mudaxaleya polîsan bûyer derketin. + +Ciwanên ku di çalakiyan de tîşortên li ser YDG-H nivîsandibûn heta demekê li ber hotêla Osloyê bi polîsan re ketin nava şer û li Qada Azadî, kolana Nedîm Zeydan û ber dibistana Seretayîya Sabanci bi polîsan re ketin pevçûnê. + + Polîsan di bûyerê de bombeyên gazê û guleyên plastîk bikar anîn. Ciwanan jî bi pankartên YDG-H'ê, kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Ciwanan xwestin dîrekê kamerayên çavdêriyê bixin xwar lê polîsan mudaxale kir. Piştî şerê demekê polîs paşve kişiyan û bûyer bi dawî bûn. + +Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê ciwanan xwestin meşekê pêk bînin. Di bûyeran de 4 kes hatin binçavkirin. Gellek kesên ku di nav de endam û rêveberên BDP'ê jî hene, xwestin bimeşin lê rastî astengiya polîs hatin. + + Rêveberên BDP'ê dê sibê saet di 13.00'an de 15'ê Sibatê li ber avahiya BDP'ê bi girseyî şermezar bikin. + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, 15 sal berê û roja 15ê Sibata 1999an li paytexta Kinyayê, Nayrobî, ji aliyê tîmeke taybet a MÎTa Tirkiyê ve hat girtin û şeva heman rojê derbasî Tirkiyê hat kirin. + +Ocalan destpêkê bi cezamyê îdamê hat mehkûmkirin lê piştî ku li Tirkiyê cezayê îdamê nema, cezayê Ocalna jî daket girtina heta hetayî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kentava Îskenerûnê û li Çorûmê erdhejek pêk hat. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li gor pîvana Richterê li Kentava Îskenerûnê erdheja hêza wê 4.5 pêl û li navçeya Kargi ya Çorûmê jî erdheja hêza wê 3,7 pêl pêk hat. + +Bajarokê Hacihamza yê Karki yê Çorumê erdheja hêza wê 3.7 pêl pêk hat. + +Li Kendava Îskenderunê ya Hatayê jî erdheja hêza wê 4.5 pêl pêk hat. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike û ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro înê 14/2/2014 serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi hevaltiya şandekê serdana Tirkiyê bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê li Stenbolê ligel Erdogan bicive. + +Derbarê naveroka civînê de, Ergoşî got ku di civînê de dê têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, pirsa enerjiyê û rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî bêne gotûbêjkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi mebesta kontrol kirina bajarokê Silêman Beg û jinav birina çekdarên rêxistina DAÎŞê ji wî bajarokî, îro, 14.02.2014, artêşa Iraqê operasyoneke serbazî li Silêman Beg destpêkir û heta niha şer û pevçûn berdewamin. + +Rêveberê asayişa Xurmatû, Farûq Ehmed, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Îro sibehê hêzeke mezin jiartêşa Iraqê operasyonekê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarokê Silêman Beg destpêkir, bi mebesta kontrol kirina navçeyê û jinav birina çekdarên DAÎŞê."; Herwiha amaje kir ku heta niha şer û pevçûn berdewamin. + +Farûq Ehmed herwiha got: ";Artêşa Iarqê bi tundî bajarokê Silêman Beg borduman dike, lê egera wê yekê heye ku çekdarên DAÎŞê taxên wî bajarokî bombekiribin, ji ber vê yekê artêşa Iraqê dê nikaribe bi awayekî zû derbasî Silêman Beg bibe."; + +Rêveberê asayişa Xurmatû amaje kir jî ku rewşa ewlekariyê li Xurmatû arame û ti kiriyarên terorî li navçeyê çênebûne. + +Doh, 13.02.2014, çekdarên DAÎŞê dest danîn li ser bajarokê Silêman Beg, li gorî rêveberê asayişa Xuramtû, çekdaran dest danîn li ser hemû dezgehên fermî li Silêman Beg. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 9ê cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin û pişt re di 15ê sibata 1999an e li Kenyayê hat girtin, gelek alîgirên PKKê agir berdane bedena xwe û xwe şewitandin. Herî dawî duh ciwanekî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina Ocalan xwe şewitand. + +Yekem kesê xwe şewitand di 9ê cotmeha sala 1998an de bi navê M. Halît Oral ê li girtîgeha Mereşê bû. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, herî dawî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê bi navê Zerdeşt Murşid Mihemed di 15emîn salvegera girtina Ocalan de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. + +Di nava kesên ku ji sala 1998an de ji ber girtina xwe şewitandine yên ne Kurd jî hene, ji wan jina bi navê Elefteriya ya dayika 2 zarokan ku di 24ê adara 2006an de li paytexta Yonanistan Asînayê bedena xwe da ber agir. + +Ji ber çalakiyên xweşewitandinê zêde bûn rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 19ê mijdara 1998an de peyamek weşand û xwest çalakiyên xweşewitandinê bi dawî bibin. + + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 15emîn salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku divê hikûmeta AKPê dest ji polîtîkayên xapandinê berde û destûreke demokratîk amade bike. + +KCDê daxuyaniyek nivîskî da û tê de diyar kir ku ligel ku erdnîgariya Rojhilata Navîn mozaîka bawerî, çand û nasnameyane jî her tim ji ber dewletên netewe bûye erdnîgariya şer û pevçûnan. + +Di daxuyaniya KCDê wiha hatiye gotin ";Li Tirkiyê ligel ku gelek çand û bawerî dijîn, Tirkiye di polîtîka înkar û îmhayê de israr dike. Ji avabûna Komara Tirkiyê heta îro ji ber polîtîkayên tên meşandin pisgirêka kurd bûye pirsgirêka serek ya Tirkiyê. Vê jî bi xwe re krîzên aborî, civakî û siyasî û her wiha êşên mezin aniye";. + +KCDê diyar kir ku hêzên serdest yên Tirkiyê ji komara tirk heta niha ji bo mafên demokratîk yên gelê Kurd nedinê serî li her rê dane. + +KCDê herwiha got ";Hêzên navneteweyî ku çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin, komplo di 9ê cotmehê de dane destpêkirin û di 15’ê sibatê de bi encam kirin";. + +Roja 9ê cotmeha sala 1998an rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin û pişt re di 15ê sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin. + +Derbarê girtina Ocalan de, KCDê da zanîn ku armanca girtinê ew bû ku ";hêviyên jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd biqedînin";. + +KCDê di berdewamiya daxuyaniyê de got ";Divê komploger vê baş binzanin ku dîroka berê êdî nikare li ser Kurdan bê meşandin. Gelê kurd îro xwedî biryarbûn, bawerî, rêxistinbûn û hişmendiyeke mezin e";. + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Yenîşehîra Amedê di nav Baxçeyên Hevselê de teqîn pêkhat û di encama teqînê 2 kes birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê rgihand ku li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîra Amedê di nav Baxçeyên Hevselê de ji ber sedemeke nayê zanîn teqîn pêk hat û di encama teqînê de 2 ciwan birîndar bûn. + +Her du ciwanên birîndar ku birîna yekî ji wan giran e, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku niha hêzên polîs li cihê teqînê belav bûne û derbarê sedema teqînê de lêkolînê dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, ku bi navê El-Wihdê tê naskirin, ragihand ku ew rijde li ser bilind kirin ala Desteya Bilind a Kurdî (DPK) li Rojavayê Kurdistanê, û ew dê berevaniyê jî di ber vê alê de bike. + +Kerkûk (Rûdaw) – Di encama êrişa komek çekdarên nenas de li Kerkûkê, 2 polîs hatin kuştin û efserekî artêşê jî birîndar bû. +Îro (14.02.2014) li bajarê Kerkûkê, dema komek ji efserên tabûra 12 a artêşa Iraqê ji mizgefta Sefwan a bajêr derdiketin rastî êrişa çekdarên nenas hatin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di bûyerê de 2 polîs hatin kuştin û efserek jî birîndar bû. + +Hat zanîn, êrişkar ji cihê bûyerê reviyan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Desteya Birêveber a KCKê Cemîl Bayik, di hevdîtina şandeke parlamenterên YNKê de ragihand, lawazbûna YNKê bi xêra gelê kurd nîne. + +Şandeke parlamenterên YNKê li parlamentoyên Kurdistan û Iraqê, serdana Qendîlê kirin û bi Hevserokê KCKê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anîn. + +Li gorî DÎHAyê, Cemîl Bayik li ser rewşa YNKê axivî û diyar kir, lawazbûna YNKê nakeve xizmeta gelê kurd û bi xêra yekitiya netewî ya kurdan nîne ji ber wê jî divê hemû aliyek bi hev re kar bikin da ku YNKê bihêz bibe. + +Yek ji endamên şandê û parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê Xalid Şiwanî di civînê de got, bi hatina me ya vir, Qendîl û Kerkûkê bûn yek. + +Hat zanîn, di civînê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî hatiye axaftin. + +Di nav şanda YNKê de, Ala Talebanî, Xalid Şiwanî û Arêz Ebdullah hebûn. + +Roja 8ê Sibatê jî komek ji parlamenterên Tevgera Gorranê li Qendîlê çûbûn serdana rayedarên KCKê. + +Kobanî (Rûdaw) – Partiyên Rojava yên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), beşdarbûna şanda kurdî di kongreyê Cinêv 2 de, û pêşkêşkirina nêrîn û belgeya siyasî ya hevpeymaniya niştimanî ya oposîzyona Sûriyê ji nûnerê erebî û navnetewî Exzer Îbrahîmî re, ku tê de bi hebûn û mafên miletê li Rojavayê Kurdistanê hatiye venasîn, wekî gav û serkeftineke dîrokî dibînin. + +Tê zanîn, şandeke ENKSê di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê Sûriyê de tevlî civîna Cinêv2 bûye. + +Li gorî partiyên ENKSê helwesta hevpeymaniyê li hember şanda kurdî serkeftineke dîrokî ye… + +Dêrsîm (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş beşdarî mîtînga danasîna namzedên şaredariyê yên navend û navçeyên Dêrsîmê yên ‘Hevgirtina Hêzan’ bû. Di mîtînga ku li ser Kolana Cûmhûriyetê ya navenda bajêr pêk hat de derdora deh hezar kesan amade bûn. Demîrtaş got ku dê jixwe li vir şaredariyê bi dest bînin û wiha domand: ";Ne tenê şaredarî, em dixwazin Dêrsîm tifaq û hevgirtina xwe bi temamî pêk bîne. Bila Dêrsîmî dest bidin destê hev, mil bidin milê hev, dil bidin dilê hev; avahiya şaredariyê nebe jî dibe."; +Demîrtaş, ji bo hevdîtîna xwe ya bi gelê Dêrsîmê re dilxweşiya xwe anî zimên û got ku ew hatine namzedên Hevgirtina Hêzan bispêrin we. Demîrtaş wiha berdewam kir, ";Dest û zimanê me naçe, em ji Dêrsîmiyan deng bixwazin. Ji ber ku em dizanin ku dêrsîmiyan carna xwîna xwe dane, carna mal û gundên xwe di vê rê dane, rastî êşkence û stemkariyê hatine; lê belê ti carî gavekî jî paşde navêtine. Ev gelê ku hemû hebûna xwe di rêya azadiya xwe de jidest daye, li ser vê yekê mirov şerm dike ji vî gelî dengan bixwaze. Li hemberî Dêrsîmê em hest bi deyndariyê dikin. Her dengek ku Dêrsîmî diavêjin sindoqa hilbijartinan berpirsyariyê dixe ser milên me."; +Demîrtaş diyar kir ku di çav wan de dengan ne tenê dengdan e û wiha berdewam kir: ";Di heman demê de xwedî derketina berxwedêriya dîrokî ya Dêrsîmê ye."; Demîrtaş got ku dil dixwast ku ji bilî Hevgirtina Hêzan, ‘partiyên pergalê’ li vir hesretê dîtina namzedan bimana. +Demîrtaş anî zimên ku piştî Hevgirtina Hêzan nabe ku hinek hincet û bahane derbikevin pêş. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: ";Yên ku di 1937-1938an de qirkirina Dêrsîmê pêk anîn û digotin, ‘Me beton kişand ser Dêrsîmê’, bila bibînin Dêrsîm hê li ser pêyan e. Di rastiya xwe de ew mantalîteya faşîst li Dêrsîmê hatiye binaxkirin. Bi sayeya Dêrsîmiyan û lehengên wan, hat selmandin ku Dêrsîm ne bêxwedî ye."; +Hevserokê Giştî yê BDPê got ku dê Dêrsîmî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: ";Ev deh sal e Dêrsîmî xwe bi rê ve dibin dê îro şûnde jî dê hûn xwe bi xwe bi rê ve bibin. Wekî din ti alternatîfek li Dêrsîmê bi ser nakeve. Dê Dêrsîmî piştî hilbijartinên 30yê Adarê jî li ser destnîşankirina çarenûsa xwe berdewam bin."; +Di mîtîngê de hima him axaftina Demîrtaş bi dirûşmeya ‘Dêrsîm bi te serbilind e’ hat birîn. Li ser vê yekê Demîrtaş jî got: ";Di rastiya xwe de em we serbilind in. Ger hûn nebûyana em jî nedibûn."; +Demîrtaş derbirî ku 30yê Adarê Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiyê ji bo wan tenê nayê wateya hilbijartinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Em neynûka gelê xwe nade bi hezar şaredariyan. Em baş dizanin ku dema qaremanên Kurdan li ber xwe didan, di hişên wan de kursiyên şaredariyan derbas nedibû. Berxwedêrên Girtîgeha Amedê dema serê xwe didan sira xwe nedidan, ne ji bo kursiyên şaredariyan ji bo gel li ber xwe didan. Em dizanin ku dema Mazlûm Dogan zîndan ji faşîzmê re teng dikir, ji bo rojek kursiyek me ya şaredariyê hebe, li ber xwe nedan. Sakîneyan ji bo kursiya şaredariyê temenê xwe di vê rê de nebihurand. Em ê jî her li ser vê ferasetê bin. Ger me spareteya Mahîr û Ûlaşan girtibe, em wekî zarokên Seyîd Riza û wekî nûnerên wî yên îroyîn, em ê her bi ked û xwîdana xwe ya pak di siyasetê de bimeşin. Em ê di 30yê Adarê de careke din îlan bikin ku ji bilî vê feraset û mantalîteyê li ser vê axê feraseteke din pêk nayê."; +Demîrtaş, bal kişand ser tevliheviyên di van demên dawî de li CHPa Stenbolê diqewimin û got, ";Berdin bila li ser namzediya namzedan li hev bikevin, berdin bila li ser kursiyekî li hev bixin. Berdin bila ji bo namzediya şaredariyek partiya xwe bikin rînga boksê. Ev karên wan e. Wan ji bo post û kursî partiya xwe ava kirin, berdin bila li ser postê şaredariyê li hev bikevin. Lê belê têkoşîna me têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ye. Di vî şerî de êdî em ber bi kotayî tên. Em dibînin ku êdî ji çiyayên Minzûr û Dêrsîmê, rûbar diherikin nav bajaran. Agir û alava dilên gêncên Dêrsîmê, dilên me hemûyan dipêçînin. Êdî xwediyê Dêrsîmê heye. Dêrsîm li xwe xwedî derketiye. Li her bihostê axa Dêrsîmê xwîn, xwîdan, ked û canên dêrsîmiyan hene. Dêrsîm wiha bû Dêrsîm. Yên ku vê yekê tênagihêjin, nikarin nûnertiya Dêrsîmê bike."; +Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş got ku Dêrsîmê bi bawerî, ziman û çanda xwe gula vê erdnîgariyê ye. Demîrtaş, di vî warî de wiha domand: ";Peywira me ew e ku gewher û rengîniya Dêrsîmê bidomînin. Kî hewl bide ku li vê erdnîgariyê Elewîtiyê (Raya Heq) tune bike, kî hewl bide li Mezopotamya û li Anatoliyayê, li Iraq, Îran û Sûriyê Elewîtiyê ji nav bibe, bila bizanin ew demana êdî derbas bûn. Îro li Sûriyê, li Lazkiyê êş û jana pitik û zarokên Elewî yên tên kuştin, li Meydana Dêrsîmê di dilê me de jan dide. Lewma divê her kes hişê xwe bigire serê xwe. Gelê Elewî ne bêxwedî ye. Niha li vir her zarokek qehreman ê/a Dêrsîmê, her zarokek Kurdistanê, her zarokek YPGê li cem gelê Elewî ye û dê wan jî biparêze."; +Demîrtaş, di axaftina xwe de Partiya Gel a Komarî CHP rexne kir û got: ";Dema yên din jî hatin, bipirsin, bêjin ku ev evîn û heza Cemaata Fethûlahiyan ji ku hat? Ma heta duh jî ne ev bûn, şoreşgerên pêşverû bi xwînê derdikirin? Yên ku li meydanan, li Dêrsîmê, bi gaz û copan êşkence bi we dikirin, kê bûn? Niha ev evîna hevkariyê ji ku derket? Cemaatekek ku me dike deshilat, xêra wê tune."; +Di dirêjiya axaftinê de Demîrtaş got ku gel bila hesab digel BDPê ji hemû partiya bipirse û wiha pê de çû: ";Gel bila hesab ji me jî bipirse. Gotinên me li her derê yek in. Em serbilind in û em destpak in. Bila BDPê jî CHP û AKPê jî derbixin pêşberî dadgehê. Hemû ‘tawanên’ me axaftin in. Hemû hebûn û sermiyana me jî zimanê me ye. Me çi kirî bi zimanê xwe kiriye. Em amade ne, hesabên axaftinên xwe bidin. Bila sibe dadwer ji me bipirse, ‘We gotiye ku ziman û çandek cûda ya Kurdan û Elewiyan heye û welatê wan Kurdistan e? We gotiye ku gerîla zarokên vê gelî ye?’. Em ê bêjin ku rast e me gotiye em ê dîsa bibêjin, sed hezar carên din bibêjin. Gelo ew derbikevin pêşberî dadwer û dadwer bibêje ku ‘ev qutiya pêlavan a we ye?’ dê ew jî bikarin bibêjin ku ‘belê’."; +Piştî axaftinan Demîrtaş derbasî Şaredariya Dêrsîmê bû. Li vir serdana Şaredar Edîbe Şahînê kir. Pêş serdanê li ber avahiya şaredariyê Demîrtaş rojeva Tirkiyê ji rojnamevanan re nirxand. Demîrtaş, têkildarê pêvajoyê got ku êdî hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê AKPê divê bibîne ku bi gotinên pûç pêvajo bi pêş nakeve, pêwîst e hikûmet gavên berbiçav biavêje. + +Demîrtaş destnîşan kir ku niha pêvajo yekalî dimeşe. Demîrtaş di vî warî de wiha pê de çû: ";Serokwezîr Erdogan li meydana li pêşberî gel dibêje ku aştî aniye welat û dibêje ew xwedî li pêvajoyê derdikevin. Lê belê di vî warî de yek gavek şênber û berbiçav tune. Madem serokwezîr siyaseta pêvajoyê dike, wekî siyasî û rewiştî bila pêdiviyên wê bi cih bîne."; + +Demîrtaş, têkildarî 5emîn Pakêta Demokrasiyê jî got ku aliyên wê yên erênî û neyînî hene, lê belê diyar e AKPê bi piranî di çarçoveya pêdiviyên xwe de ev pakêt derxistiye. Demîrtaş derbirî ku ev pakêta tena serê xwe ji bo berdewamiya pêvajoyê têr nake. +Der heqê îdîaya ku ‘BDP dê piştî hilbijartinên herêmî li Bakur xweseriyê rabigihîne’ de Demîrtaş diyar kir ku jixwe ew bi salan e xweseriyê ava dikin. Demîrtaş wiha pê de çû: ";Xweserî ew e ku gel bi awayekî herêmî li cihê ku lê dijîn xwe bi rê ve bibin. Îro ji bilî partiya me, serokên hemû partiyên din dikarin bi tena serê xwe biryar bidin. Tu eleqeya wan bi ziman, çand û baweriya gel tune. Şaredariyan wan partiyan bûne şaredariyên bertîl û rantxuriyê. Ji xweseriya demokratîk mebesta me, avakirina rêveberiyekê ye ku ji hemû ziman, çand û vîna gelan re rêz digire."; +Herwiha Demîrtaş got ku divê şandeyên cûda biçin Girava Îmraliyê serdana Serokê PKKê Abdullah Ocalan bikin. + +Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, Partiya Kedê EMEP, Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP, Partiya Komînîst a Tirkiyê TKP-1920, Partîzan, Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Dêrsîmê din bin navê ‘Hevgirtina Hêzan’ beşdarî hilbijartinên herêmî dibin. Di mîtîngê de hunermend Ferhat Tûnç, Seroka Giştî ya ESPê Fîgan Yuksekdag jî amade bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku li nav bazara bajarê Tirbespiyê saet di 19.00’an de êrîşek bi tirimbêleke bombebarkirî pêk hat. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. + +Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku saet di 19.00’an de li nav bazara bajarê Tirbespiyê li nêzîkî Dêra Suryanan a bajêr êrîşeke bi tirimbêleke spî ya ji curê ‘Hyundai’ ku beriya demeke kurt li vir hatibû rawestandin ji dûr ve hate teqandin. + +Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî dijwar e û rakirine nexweşxaneya bajarê Qamişlo. + +Navên birîndaran jî wiha ne: Şiyar Ebdilrehman, Mesûd Yeiqûb û Mufîd ku paşnavê wî nehate zanîn. + +Hêzên Asayîşa PYDê tavilê berê xwe dane cihê buyerê û li vir lêkolîn dane destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî serdana Herêma Kurdistanê û cIvîna digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên hikûmetê, Balyozê Mecaristanê yê Îraqê Tebor Satmarî serdana Fermangeha Têkeliyên Derve kir û digel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa civiya. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Balyozê Mecaristanê yê Îraqê behsa encamên serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û civîna digel Serokwezîrê Kurdistanê, wezîrên Çavkaniyên Sirûştî û Xwendina Bilind kir û ew civîn bi civînên berhemdar bi nav kir. + +Satmarî got ku, Mecaristanê digel Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê îmze kiriye û li gor wê peymanê dê her sal 30 xwendekarên kurd ji bo xwendinê biçin Mecaristanê û li zanîngehên wî welatî berdwamiyê bi xwendina xwe bidin. + +Berprisê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember serkeftina serdana şandeya Mecaristanê bo Herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, Mecaristan sûd ji derfetên berhemanînê yên li Herêma Kurdistanê werbigire. + Her di vê civînê de pirsa penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê û gihandina pêdiviyan bi wan penaberan hat gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pereyên petrola Herêma Kurdistanê ya ku dê di rêya boriya petrolê re bigihe Tirkiyê wê di banka Halkbank de bêne komkirin. + +Li gor medya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî got ku helwestên hikûmeta navendî li Baxdayê li dijî hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re ye û wek ";helwesteke siyasî û ne destûrî"; da zanîn. + +Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Dolmabahçê li Stenbolê de destnîşan kir ku ewê pereyên petrola Herêma Kurdistanê di banka Halkbank a Tirkiyê de kom bikin. + +Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê û pirsgirêka hinartina petrolê bi hikûmeta navnedî li Baxdayê re gotûbêj kir. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ewê roja duşemê biçe Baxdayê û li ser pirsgirêka petrolê dîsa bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinan pêk bîne. + +Nêçîrvan Barzanî duh bi serokatiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê. + +Herêma Kurdistan û Tirkiyê di meha mijdarê ya borî de rêkeftinek îmze kirin ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyê ku navbera her du aliyan hatiye danîn, bigihe Tirkiyê û ji wir li bazarên cîhanê bê firotin. + +Piştî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê her roj 15 hezar bermîl petrol bo Tirkiyê dişîne û biryar e li gor pilana ku hatiye danîn, heta dawiya 2014an her roj 400 hezar bermîl petrol bê şandin. + +Rêveberê Halkbankê di operasyonên 17ê kanûna 2013an ên ";li dijî gendelî û rişwetê"; de, ji ser kar hat dûrxistin û rêveberek nû jê re hat destnîşankirin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin de got ku ew rêveberî bi tenê ji yek alî de hatiye ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê nahiyeya Silêman Beg a ser bi bajarokê Duzurmatû yê parêzgeha Selahedînê ragihand ku niha şerekî giran di navbera Artêşa Iraq û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî rêxistina Qaîde diqewime û artêş neçar maye ber bi dervey nahiyeyê vekişe. + +Rêveberê nahiyeya Silêman Beg Talib Beyatî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Şerekî giran niha di navbera artêşê û DAÎŞê de li nav kuçe û kolanên Silêman Beg berdewam e û artêş neçar maye zirpoşên xwe ber bi dervey nahiyeyê vekişîne, çekdarên DAÎŞê jî hîn li nava nahiyeyê ne";. + +Beyatî got ";Bi tenê hêzên polîs piştgiriya artêşê dikin li Silêman Beg û hêzên asayiş û pêşmerge bi ti awayekî tevlî şer nebûne";. + +Beyatî diyar kir ku artêşê niha derdoa nahiyeyê dorpêç kiriye û piraniya nişteciyên Silêman Beg ku hejmara wan nêzîkî 14 hezar kes e ber bi bajarên din ve reviyane. + +Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, rêveberê nahiyeya Silêman Beg bal kişand ku çend kuştî û birîndar di nav polîs û xelkê sivîl û çekdarên DAÎŞê de jî hene, lê ti hejmarek li cem wî nebû. + +Roja pêncşemê ya borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser nahiyeya Silêman Beg û ev 3 rojin şer li wir didome. + +Silêman Beg yek ji wan navçeyane ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye veqetandin û nêzîk rêya serekî ya navbera Kerkûkê û Bexdayê dikeve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Tirkiyê pêgirê peymana enerjiyê ye ya ku di navbera Hewlêr û Enqere de hatiye îmzekirin. + +Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civînê de Erdogan tekez kir ku hikûmeta Tirkiyê pêgirê wê peymanê ye ku derbarê enerjiyê de ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye îmze kiriye. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan piştgiriya Hikûmeta Tirkiyê ji bo wan danûstandinan anî zimane ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de hene, herwiha hêvî xwestiye ku her du alî bigihine rêkeftinekê. + +Li gor daxuyaniyê, civîn di ";rewşeke dostane"; de hat lidarxistin. + +Şanda ku hevaltiya Nêçîrvan Barzanî dikir ji cîgirê serokezîr Îmad Ehmed, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk dihat. + +Ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve jî, wezîrê enerjiyê Taner Yildiz û çend şêwirmend di civînê de amade bûn. + +Di daxuiyaniyê de herwiha hatiye gotin ku di civînê de têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, hewlên avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraqê, hilbijartinên bê yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî jî hatine gotûbêjkirin. + +Şanda Herêma Kurdistanê piştî civînê duh bi şev vegeriya Hewlêrê. + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro bi helkefta 15emîn salvegera girtina rêvberê PKKê Abdullah Ocalan de, xwepêşandanek li bajarê Silêmaniyê derket. + +Xwepêşanderan sloganên ";Azadî ji bo Ocalan"; dibêjin û daxwaz dikin Hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê Ocalan azad bike. + +Herwiha îro li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê jî xwepêşandan li dijî girtina Ocalan derdikevin. + +Ocalan di 15ê sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin û ji wê demê de li girava Îmraliyê girtî ye. + +Silêmanî (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li hember ragihandina kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş e. + +Di dawiya meha borî de rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat ragihandin. + +Li gor wê rêveberiyê, Rojavayê Kurdistanê li ser 3 kantonan hat parvekirin li Cezîrê, Kobanî û Efrînê û li her kantonekê hikûmetek û encûmeneke yasadanînê hat avakirin. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo û cîgirên wî Emîne Osê û Şamîran Şamûl ku bi serdanekê hatine Başûrê Kurdistanê, serdana Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê kirin û ji aliyê Sekreterê Giştî wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd va hat pêşwazîkirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Mihemed Hecî Mehmûd di serdanê de got ";Em bi ragihandina hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş in. Gelê Kurd di dîrokê de gelek ezmûnên xwe yên şoreşê hene, lewma niha li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dare û pêwîste her aliyek siyasî Ii ezmûna niha li Rojavayê Kurdistanê çêbûye xwedî derkeve";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gihişte bajarokê Pîrmam yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê dê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê be. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdwê, şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextyar, Îmad Ehmed, Qadir Hemecan û Ednan Muftî pêk tê. Berhem Salih ji ber ku li dervey Herêma Kurdistanê ye tevlî civînê nabe. + +Roja pêncşema borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran û şandeke pê re civiya. Di civînê de Barzanî got ku ewê roja şemiyê ligel YNKê jî bicive ji bo ku kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin. + +Malpera Melbenda 1 ya YNKê li ser zarê endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî belav kiriye ku ewê îro berî nîvro biçine Pîrmamê û ligel Barzanî bicivin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li nahiyeya Şoreş a girêdayê qeza Çemçemalê mamostayek di nav mala xwe de hat kuştin. Berpirsê asayişa Şoreşê jî dibêje ku heta niha kujer nediyare û sedema kuştinê jî nehatiye naskirin. + +Berpirsê asayişa Şoreşê Îzet Reûf Rehîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Heta saet 8ê şevê malbata wî mamostayî li cem bû, lê saet 5ê sibehê birayê wî telefona wî kir lê wî bersiv neda, dema ku diçin malê dibînin ku hatiye kuştin";. + +Rehîm herwiha got ";Em li benda encamên lêkolîna bijîşka dadê ne ji bo ku em bizanibin bê ew saet çend hatiye kuştin, lê tiştê diyar bûye ku pencereya mala wî şikestiye û kujer ji wir derbasî odeya wî bûye û bi kêrê li stû û zikê wî daye";. + +Rehîm axaftina xwe wiha domand: ";Mala wî mamostayî li nêzîk dibistana Kerkûkê ye, ew di sala 1983yan jidayik bûye û zewicî bû, lê berî 2 salan jina xwe di bin darê zorê de berda, pirsgirêka wî ya sulfeya civakî (selef) hebû û çend caran mala wî rastî êrîşa bi guleyan hatibû û 2 jinên malê birîndar bûbûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat. Şaxê ENKSê li Tirbespiyê jî teqîn şermezar kir. + +Şahidekî ku li cihê bûyerê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku teqîn li ber dikanên bazarê li nêzîkî kenîseya Suryanî qewimî û ji bilî birîndaran ziyanên madî yên mezin gihane xanî û dikanên li cihê teqînê. + +Li gorî heman şahidî, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û birîna yekî ji wan girane, lewra ew ji bo nexweşxaneyek Tirkiyê hatiye rakirin. + +Şahidê bûyerê herwiha got ku piştî teqînê hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gihiştin cihê bûyerê û dever dorpêç kirin. + +Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe. + +Derbarê bûyerê de şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê daxuyaniyek da û tê de teqîn şermezar kir. + +Di daxuyaniya ENKSê de jî hatiye gotin ku di teqînê de 4 kesên birîndar bûn û birîndarê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînên wî, ew rakirin nexweşaneyeke Tirkiyê";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de got ku ew wî ";karê terorîstî û qirêj"; ku ewlekarî û aramiya navçeyê têk dibe şermezar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) Atlan Tan ragihand ku ew karsazên mezin ên Tirkiyê ku sixêf û dijûn li Kurdan kirine divê bêne cezakirin. + +Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan diyar kir ku her du karsazên avahiyan ên bi navê Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin gelek sixêfên xirab ji gelê Kurd re kirine û pêwîste bêne darizandin. + +Tan di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de got ";Ew kes dibêjin kurdê herî baş, kurdê miriye, û sixêf ji dayik û namûsa Kurdan re gotine û dengê wan jî hatiye tomarkirin";. + +Altan tan destnîşan kir ku ne bese wan projeya çêkirina pira li ser bajarokê Hiskêfê û rêya Wan û Amedê birine, li Başûrê Kurdistanê jî projeya çêkirina Balafirgeha Navdewletî Hewlêrê jî standine. + +Parlamenterê BDPê yê Amedê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêwîste bizanibin Ozaltin û Cengîz ên ku projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê bi milyar dolarî standine, heman kesin ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine. + +Altan Tan herwiha got ";Wê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan çawa Mehmet Cengîz û Hayredînn Ozaltin biparêze, eger karî careke din li ser wan veşêre, helal be jê re, wê demê ew pirojeya tirêna bilez û pira ku bi dirêjiya 1100 mitrî li ser ava bajarokê Hiskêfê dê ava bike û projeya çêkirina balafirgeha Hewlêrê helal be ji wan re";. + +Tan bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got ";Heyfa wî û Kurdistanê eger bi rastî wê projeya balafirgeha Hewlêrê bide kesên wiha ku ewqas sixêfên xirab ji Kurdan re gotine";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de yê ku berê di ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve dihat birêvebirin, dê ji niha û pê ve di destê kantona Cezîrê de be. ENKSê jî ji bo vê yekê civîneke awarte li dar dixe. + +Duh şandeke hikûmeta kantona Cezîrê bi serokatiya Ekrem Hiso serdana deriyê Sêmalka kir û ligel rêveberiya derî civiya. Li gor medyaya nêzîkî PYDê, di civînê de biryar hat standin ku ji niha wê pê ve rêveberiya derî dê li di bin sêbera rêveberiya xweseriya demokratîk de kar bike. + +Deriyê Sêmalka di destpêka sibata 2013an de û bi biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê hat vekirin ji bo ku alîkariyên mirovahî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û herwiha bazirganî û çûn û hatin tê de çêbibe. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, komîteyên hevbeş yên ENKSê û PYDê derê bi rêve dibirin, lê di cotmeha borî de PYDê bi biryareke tekane derî girt û xiste bin kontrola xwe. Rêveberiya derî li aliyê Başûrê Kudistanê jî hertim gotiye ku wan derî li alî xwe negirtine û nagirin jî. + +Vekirina derî yek ji encamên avakirina Desteya Bilind a Kurd (DBK) bû ku di tîrmeha sala 2012an de bi rêkeftina ENKSê û PYDê de hat damezirandin û ji wê demê de her var astengî li ber karên wê derdiketin û biryarên wê bi tenê li ser kaxizan man. + +Niha jî ku PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiya xweseriya demokratîk ava kirine, hin bi hin hemû saziyên ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê ava kirine û berê biryar û karên xwe dispartin DBKê, niha xwe bi ser vê rêveberiya nû ve dihesibîne. + +Serokê hikûmeta kantona Cezîrê Ekrem Hiso jî di civîna xwe ya ligel rêveberiya deriyê Sêmalka ev yek tekîd kir û got ku hemû sazî û komîteyên deriyên sînorî divê tevlî rêveberiya xweseriyê bibin û di bin sêbera wê de karên xwe bikin. + +ENKSê jî ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê û tevlî xweseriya demokratîk nebûye, derbarê van guhertinên nû de civîneke awarte li dar xist û hîn nediyar e bê helwesta wê dê çi be û bi çi awayekî ligel van guhertinên nû reftarê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de hat girtin, Hikûmeta Tirkiyê ew xiste girtîgeha li girava Îmraliyê. + +Li gor ajansa DHAyê ji dema ku Ocalan ketiye Îmraliyê û heta niha malbatê wî 215 caran pê re hevdîtin pêk aniye û ji bilî van sê salên dawî parêzerên Ocalan ku ji 150 parêzerî zêdetirin 600 carî pê re rûniştine, şandên BDPê û HDPê jî 16 caran çûne Îmraîliyê û ligel Ocalan hevdîtin pêk anîne. + +Herwiha ji dema ku Ocalan ketiye girtîgeha Îmraliyê, 4 rêveberên girtîgehê hatine destnîşankirin, yekem kes Mistafa Koçer bû ku ji ber hin kêmasiyên li gor hikûmeta Tirkiyê wê demê, hat guhertin û Ahmet Arcan anîn şûn wî, ew jî 5 salan ma û piştî bi nexweşiya dil mir Unal Şaşmaz şûna wî girt, lê 6 meh derbas nekir û di sala 2005an de Ahmet Dozman rêveberiya girtîgehê wergirt û heta niha ew maye. + +Dibêjin rola rêveberê girtîgeha Îmraliyê Unal Şaşmaz di başkirina rewşa girtîgehê ji Ocalan de gelek heye. Wî telefizyona 42 bosa ye û 12 kenalên telefîzyonê anî, û her dîsa wî piraniya pirtûkên pêwîst ji Ocalan re peyda dike û hemû pirtûk, kovar û rojnameyên ku Ocalan dixwîne li odeyekê tên bicîkirin, yek tişt jê nayê avêtin. + +Dema Ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan anîn girtîgeha Îmraliyê, 10 keştiyên kevin hebûn, ew jî zû zû xirab dibûn, pişt re Wezareta Dadê ya Tirkiyê keştiyek nû rêkir, lê dema ku ew jî têrê nekir, sala 2012an rêveberiya ewlekariyê keştiyeke nû ku li hember her şert û mercî karibe biçe û bê dabîn kirin, lê ev sê salin bi hênceta ku keştî xirab bûye, parêzerên Ocalan naçin Îmraliyê, lê di heman demê de şandên BDPê diçin. + +Li girtîgeha Îmraliyê zêdetirî 700 leşker û karmendên ewlekariyê hene. Sala 2009an girtîgeheke nû li wê derê hat çêkirin û 8 girtiyên nû anîbûn wir, Ocalan piştî ku 4 salan li wir derbas kir, ji ber ku teng bû û mercên wê bi nerênî bandora xwe li ser tenduristiya wî çê dike, ji wê girtîgehê careke din anîn girtîgeha kevin, lê piştî ku mercên wê baştir kirin û bijîşk û pisporên bijîşkî jî herdem li wir amade ne û her 15 rojan Ocalan pişkinîn û fehis dikin. + +Her li gor heman ajansê, li ciyê ku niha Ocalan lê dimîne qada lîskê heye û dem bi dem ew bi hevalên xwe re vulaybolê dilîze û rojekê ji heftiyê jî bi hevalekî xwe re tenês dilîze. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda YNKê de pêkanîna hikûmetê, rewşa YNKê û pirsgirêkên Iraqê hatine gotûbêjkirin. Li gorî berpirsekî YNKê, civîn gellekî baş û erênî derbas bûye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (15.02.2014) li devera Pîrmam a Hewlêrê bi şandeke YNKê re civiya. + +Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, li ser naveroka civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, civîna şanda YNKê bi birêz Mesûd Barzanî re pir pir baş û erênî bû. Barzanî di icvînê de behsa pêkanîna hikûmetê kirk u divê di hefteya bê de wezaretên serekî yên hikûmetê bên parvekirin. + +Li gorî Qadir Hemecan, Barzanî têkez li ser hevpeymaniya navbera PDK û YNKê kiriye û gotiye, ";Divê hem bi hev re xwe ji guhertinên Iraqê re amade bikin"; û li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî wiha gotiye: ";Divê em di pêkanîna hikûmetê de lez bikin."; + +Derbarê nêzîkbûna navbera PDK û Tevgera Gorranê, kargêrê polîtburoya YNKê wiha axivî: ";Barzanî di civînê de got ku pêwendiyên navbera PDK û Gorranê de ne li dijî YNKê ye her wiha pêwendiyên navbera PDK û YNKê jî ne li dijî ti aliyekî ye."; + +Hakim Qadir Hemecan, da zanîn, di civîna Barzanî de li ser rewşa nav YNKê jî hat axaftin û têkez hat kirin ku divê di demek kurt ew arîşe bên çareserkirin. + +Li ser sedema beşdarnebûna Berhem Salih jî, Hemecan got, ji ber ku çûye derveyî Herêma Kurdistanê nikarîbû beşdarî civînê bibe. + +Şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed, Hakim Qadir û Ednan Muftî pêk hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sebrî Ok, helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember kantonên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYDê û hinek partiyên din ên Rojava ve hatine avakirin, rexne kir. Ok, li ser Kongreya Netewî ya Kurd jî got, heta xweseriya demokratîk a Rojava neyê naskirin kongre nayê lidarxistin. + +Endamê Desteya Reveber a KCK'ê Sebrî Ok daxuyaniyên Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa yên li ser rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku gotibû, ";ew kantonên li Rojava weke hikûmetekê nas nakin"; nirxand û diyar kir ku YNK ku di nava hikûmetê de cih digire beriya niha ragihandiye ku ew piştgiriyê dide kantonan, lewma daxuyaniya dawî ya li ser navê hikûmetê hatiye kirin nakok û hevnegirtî ye. + +Sebrî Ok, diyar kir ku di vê daxuyaniyê de rola PDK'ê xwedî bandor e û destnîşan kir ku her çend di vê daxuyaniyê de navê hikûmetê hatibe bilêvkirin jî, ev siyaseta PDK'ê ye. Ok axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî YNK û Tevgera Gorran herî kêm 13 partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin xweseriya demokratîk û kantonên li Rojava û wan nas dikin. Bi tenê PDK'ê daxuyanî neda."; + +Sebrî Ok bibîr xist ku ev daxuyanî dema ku Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Surreya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana nameya Ocalan a ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re nivîsandibû, pêşkêş kirin, hatiye dayîn, ev jî watedar e. + +Sabrî Ok da xuyakirin ku di roja hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev daxuyanî da de, li Rojavayê Kurdistanê çeteyên El Qaîdeyê êrîşî gel kirine û destnîşan kir ku vê daxuyaniyê di nava Kurdan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye. Ok got, "Azadbûna her parçeyekî Kurdisatnê gelo ne xewna gelê Kurd e? Eger bi vî rengî be, hingî ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, xizmetî kîjan armancan dike?" + +Ok, îdia kir ku roja ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew rêveberiya demkî ya Rojava nas nakin hêzên El Qaîdê êrişî gundên kurdan li Rojava kirin û wiha got: ";Li parçeyekî Kurdistanê gelê me bi hêza xwe, li ber xwe daye û şoreşeke bi rûmet pêk aniye. Vîna rêveberiya xwe derxistiye holê û kantonên xwe îlan kiriye. Çima PDK vê qebûl nake? Bêguman mirov wateyê nadin vê. Kurd bêguman nikare wateyê bidin vê û jê nerazî ne. Yanî tevî Başûrê Kurdistanê azadbûna Rojavayê Kurdistanê wê zirareke çawa bide gelê Kurd? Azadbûna her parçeyekî Kurdistanê ma ne xeyala gelê me hemûyan bû? Tevahiya gelê me wê bi vê serbilind û kêfxweş nebe? Başe wê demê ev daxuyaniya li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn, bi rastî jî xizmeta kîjan armancê dike? Ev daxuyanî xizmeta çi dike?" + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sebrî Ok da xuyakirin ku yên herî zêde li dijî xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û nas nakin, dewleta Tirk û hêzên serdest in û got, "Gelan bi coş û heyecaneke mezin kanton pêşwazî kirin. Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê nas nake, wê demê bi kê re di heman xetê de cih digire? Çima li hemberî azadî û nirxên gelê Kurd helwesteke dijber tê nîşandan? Ev metirsîdar û şaş e. Ya rast, hurmetdayîna ji vîna gel e." + +Ok, anî ziman ku xweseriya demokratîk û kantonên Rojava, di rêveberiya xwe ya demokratîk de de cih dide hemû gelan û komên ji baweriyên cuda û gotinên xwe bi vî rengî dewam kir: "Tevî Ereb, Asûrî û Suryaniyan, civatên cuda yên bawerî û etnîkî hene. Di komîsyonên kantonan û wezaretan de gellek mirovên nekurd hene. Nenaskirina sîstemeke ewqas demokratîk, ku dikare ji gelên herêmê re bibe modêlek, gellekî metirsîdar e. Ev yek bi kêrî berjewendiyên gelê Kurd nayê. Pêşniyara me ew e ku hîn bêtir helwesteke semîmî were nîşandan, ji vîna gelê Kurd re hurmet were dayîn û nêzîkatiyeke têgihiştî û erênî were nîşandan." + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Ok derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de, ku demeke dirêje amadekariyên wê hatin meşandin lê belê pêk nehat de, sedema xitimandina xebatên kongreyê bi vî rengî rave kir: "Xebatên kongreya netewî berê xitimî bû. Sedema yekemîn a xetimandinê, pirsgirêka serokatiya kongreyê bû. Ya duyemîn jî delegasyon bû. Pirsgirêkên delegasyonê dibe ku bi hêsanî bihata çareserkirin. Hevserokatî jî hat pêşniyarkirin lê belê Birêz Barzanî qebûl nekir, di cih de nedît." + +Ok, da zanîn ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Barzanî de kongreya netewî ji nû ve xistiye rojevê û got, "Em hêvîdarin ku wê di vê mijarê de pêşketinên erênî rû bidin. Rêberê me ji bo yekitiya navbera Kurdan her tim ketiye nava hewldanan. Timî perspektîf afirand. Gavên pratîkî avêt. Niha jî vê berpirsyariya xwe bicih tîne."; + +Ok got, "Bi zîhniyetê ku dibêje ez Rojava nas nakim re, wê kongreya netewî ya Kurd çawa bê lidarxistin, nizanim. Eger wê kongreyeke netewî ya Kurd bê lidarxistin, divê beriya her tiştî şoreşa Rojava ya gelê me bi hêza xwe pêk aniye û rêveberiya demokratîk a gelê me bi vîna xwe afirandiye, nas bike." + +Sebrî Ok da xuyakirin ku pêwîste pirsgirêkên ji ber nêzîkatiya li Rojava bên çareserkirin û got, "Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, vîna demokratîk a gel neyê naskirin, behsa kongreya neteweyî ya Kurd nikare bê kirin. Gava yekemîn û ya herî girîng a ji bo vê yekê jî ew e, ku her kes polîtîkayên xwe yên der heqê pêşketinên li Rojava de di ber çavan re derbas bike, şoreşa Rojava û xweseriya demokratîk bipejirînin û hêzê bidinê. Ancax li ser vê bingehê kongreyeke neteweyî dikare were lidarxistin. Di rewşeke berevajî de her tiştên hatine nîqaşkirin, wê bi tenê mîna nîqaşê bimînin. Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li xweseriya Rojava û nêzîkatiya li kantonên Rojava ji bo kongreya neteweyî diyarker e. Ev ji bo PKK'ê jî, ji bo hemû komên din ên Kurd jî wiha ye. Tu dê li aliyekî vîna gelekî red bikî, li aliyê din jî behsa kongreya netewî bikî. Ev rewşeke pêkenok e û ne hevgirtî ye. Lewma em nêzîkatiya li Rojava esas digirin." + +Wî rayedarê PKKê, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê jî got, "Bi partî û rêxistinên ku 5 meh in li Başûr nikarin hikûmetê ava bikin re, gelo kongreya netewî ya Kurd a ku lezgîn e û bi qasî lezgîniya wê zehmet e, çawa dikare were lidarxistin? Diyare ku ne hêsan e. Ji ber ku di vir de carina berjewendî derdikevin pêş. Hîn bêtir derdikeve pêş ka kî dê zêdetir di desthilatdariyê de cih bigire. Pirsgirêkên bi vî rengî di heman demê de nîşan didin ku kongreya netewî ya Kurd jî bi pirsgirêkên bi çi rengî dikare pêk were." + + +Hewlêr (Rûdaw) - Di 1ê Cotmeha sala 1998an de Serokomarê wê demê yê Tirkiyê Silêman Demîrel di Parlamentoya Tirkiyê de gef li Sûriyê xwar û got ku eger Sûriye dest ji piştgiriya Ocalan bernede dê Tirkiyê berevaniyê li xwe bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di ser girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 15 sal derbas bûn. Lê digel vê yekê jî li piraniya Bakurê Kurdistanê nerazîbûna li hemberî girtina Ocalan bi hemû germahiya xwe berdewam dike. + +Birayê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan deriyê mala xwe ji Rûdawê re vekir û behsa yekemîn hevdîtina xwe ya li Îmraliyê kir. + +Mihemed Ocalan diyar kir ku ew di hevdîtinê de kelogirî bûye û dema birayê xwe di zindanê de dîtiye pir xemgîn bûye û got ";Belkî hêstir hindik bi çavan ketin. Belkî bê me jî ketine ez nizanim. Niha ez diaxivim dibe ku dîsa hêstir bi çavên min bikevin. Ev ti‏tekî asayî ye. Lê me got em ê sekneke ba‏ a rast nî‏an bidin. Wextê hate girtin, ti‏tekî pir giran bû. Tu nizanî çi bikî, çi bibêjî. Psîkolojiyeke pir giran bû";. + +Mihemed Ocalan destnî‏an kir malbata rêberên hemû partî û firaksiyonan di nava dewlemendiyê de dijîn lê ti mal û milk li ser Ocalan tine ye. Ocalan ne ji bo malê dinyayê tenê ji bo azadiya Kurdistanê têko‏iyaye. + +Mihemet Ocalan herwiha got ";Serok rojek dibêje; min tenê rojek jî ji dayika xwe re 4 metre bez ji bo kiras yan jî xiftan jê re ne‏andiye. Min pereyê rêxistinê jê re ne‏andiye";. + +Gundiyên Amarayê ku di heman demê de gundiyên Ocalan in jî ji ber rew‏şa Ocalan xemgîn in. Ew dixwazin Ocalan êdî serbest bê berdan. + +Beriya 10 salan li Tirkiyeyê nîqa‏şên azadkirina Ocalan jî xeyal bûn. Lê niha ev xeyal gav bi gav ber bi rastiyê ve diçin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdilhemîd Hec Derwîş ragihand ku rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û hevalendên wê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine ne rêveberiyeke neteweyî ye. + +Ebdilhemîd Hec Derwîş ku endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê ye li Cenêv, ji rojnameya el-Şeriq el-Ewset re axifî û behsa danûstandinên Cenêvê û xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kir. + +Derbarê helwesta Kurdan di danûstandinên Cenêvê de, Hec Derwîş got ";Di danûstandinan de ez nûneratiya Sûriyê û nûneratiya Kurdan dikim, herwiha ez zêdetirî hemû Ereban nûneratiya Ereban jî dikim";. + +Hec Derwîş ku ev zêdetirî salekê ye ji Sûriyê derketiye û li bajarê Silêmaniyê dijî, diyar kir ku ne Kurd û ne jî Durzî Sûriyê perçe nakin. + +Derbarê Elewiyan de ku serokê Sûriyê Beşar Esed ji wê tayfeyê ye, Hec Derwîş bal kişand ku eger komokujî derheqê Elewiyan de çênebin ew jî Sûriyê perçe nakin. + +Derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk de a ku PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha borî de li Rojavayê Kurdistanê ragihandin, sekreterê PDPKSê got ";Ew ne rêveberiyeke neteweyî ye, ti sîfeta wê ya neteweyî tine ye, lê ez li dijî vê yekê me, ez dixwazin rêveberiyên xwecihî hebin ji bo ku xizmeta Sûriyê bi tevayî bikin ne tenê li yek herêmê be";. + +Di bersiva pirsekê de derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û kî piştgiriya wê dike, Ebdilhemîd Hec Derwîş got ";Bê guman hikûmet piştgiriya wê dike, ew nikarin vê yekê red bikin û ew bi xwe jî li vê yekê mukir tên";. + +Hec Derwîş diyar kir ku PYDê nikare xwe biguhere û ti kesî wek şirîk û hevpar di desthilatê de jî qebûl nake. + +Derbarê danûstandinên kongreya Cenêv2 de ku duh gera wê ya duyem bi dawî hat û ti rojek ji bo gera sêyem re nehate diyarkirin, endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê got ";Hikûmeta Sûriyê naxwaze bi awayekî cidî danûstandinan bike û zehmet e bê guhertin, ew ti şirîkan qebûl nake";. + +Hec Derwîş hişyarî da û got ";Eger em li hev nekin û negihine rêkeftinekê dê tevahiya xaka Sûriyê têkeve bin kontrola terorîstan";. + +Kerkûk (Rûdaw)- Îro yekşemê 5 polîs û 5 leşkerên Artêşa Iraqê di encama du êrîşên çekdarî de li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin. + +Êrîşa yekem li dijî xala kontrola Taze Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê pêkhat û di encam de 5 polîs hatin kuştin. Herwiha çekdaran kilaşnkov û demançeyên polîsan jî desteserkirin. + +Êrîşa duyem li dijî xala kontrola Şahiriye li nahiyeya Riyaz a Kerkûkê pêkhat û tê de 5 leşkerên Artêşa Iraqê hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn. + +Di heman êrîşê de 3 Humarên Artêşa Iraqê hatin şewitandin û çekdaran dest danîn ser çekên leşkeran. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ev zanyarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kirin û got ku grûpên çekdarî êrîşên xwe li dijî xalên kontrolê zêdetir kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ti biryar nebû ku şanda Herêma Kurdistanê îro yekşemê biçe Bexdayê û ew serdan dê di dawiya vê heftiyê de be. + +Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Berî niha hatibû gotin ku îro yekşemê dê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, lê ji destpêkê ve ti biryareke wiha nebû û ew serdan dê dawiya vê heftiyê pêk were";. + +Dizeyî herwiha got ";Di serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de dê du mijarên serekî bêne gotûbêjikirin ku pirsgirêka budceyê û dosyeya enerjiyê ne";. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê dê heman endamên şanda berê bin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê piştgirî dan rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê. + +Ew rêveberî di dawiya meha borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û li gor wê hikûmet û encûmenên yasadanînê li her sê herêmên Cezîre, Kobanî û Efrînê yên ku wek kanton hatine diyarkirin, hatin avakirin. + +Di rêveberiyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, cih nagire. + +Ev çend rojin şandeke Wezareta Derve ya kantona Cezîrê bi serokatiya Salih Gedo li Başûrê Kurdistanê ye û duh ligel berpirsên Gorran, Yekgirtû û Komel civiya. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, di her sê serdanan de, berpirsên Gorran, Yekgirtû û Komel piştgiriya xwe ji rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û xwestin ku her aliyek piştgiriya wê rêveberiyê bikin. + +Malpera fermî ya PYDê belav kiriye ku di civîna navbera şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê û Tevgera Gorran de, serkirdeyê diyar ê tevgerê Omer Seyid Elî got ku ewê hewl bidin Parlamentya Kurdistanê bi awayekî fermî danasîn û îtîrafê bi rêveberiya xweseriya Rojavayê Kurdistanê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, diyar kir ku şervanên wan bajarokê Cezaa û çend gundên din ên li başûrê bajarokê Tirbespiyê ji bin destê çekdarên radîkal derxistin û xistin bin kontrola xwe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya amerîkî ya Washington Postê, di sernivîsa xwe ya îro de behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka dike û di mijara betalkirina serdana Barzanî ya Amerîkayê de Tora Medyayî ya Rûdawê wek çavkaniya agahiyên xwe nîşan dide. + +Biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 27ê Çileya îsal serdana Amerîka bike û roja 31ê wê mehê bi Serokê Amerîka Barack Obama re hevdîtin pêk bîne lê Barzanî neçû Amerîka û ew serdan jî betal bû. + +Tora Medyayî ya Rûdawê, 3ê Sibata îsal di nûçeyekê de sedema betalkirina serdana Barzanî ya Amerîka eşkere kir û ragihand, sedema serekî ya betalkirina serdana Barzanî ya Amerîka ew e ku 13 sal berê û piştî êrişên 2001 ên li dijî Banka Cîhanî li Amerîkayê, hikûmeta wê demê ya Amerîka navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hêceta ku li dijî hikûmeta Iraqê şerê çekdarî kirine, xistibû nav ";lîsteya reş";. + +Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden jî di pêwendiyeke telefonî de ji Barzanî re gotibû, ji ber ku dema serdanê guncwa nebûye ev serdan pêk nehatiye, lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Rûdawê re got: ";Serok Barzanî nekarî serdana Amerîka bike nek Obama derfeta dîtina wî nebûye."; + +Fua Husên, her wiha da zanîn ku Biden ji Barzanî xwestibû, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka pêşve biçe çimkî Obama bi girîngî li pêwendiyên her du aliyan dinêre. + +Rojnameya Washington Post, di sernivîsa xwe ya îro de cih daye vê mijarê û Rûdaw wek çavkaniya agahiyên xwe nîşan daye û wiha ragihandiye, ";Neçûna Mesûd Barzanî bo Amerîka hinekî bû sedema dilgiraniyê ji ber ku Amerîka û Kongrêsê nekarîne heta niha bingeha nakokiyên navbera Washington û kurdan çareser bikin."; + +Wê çaxê jî Rûdawê ragihandibû ku çareserkirina kêşeya han bi tenê ji aliyê Obama ve nayê çareserkirin. + +Washington Postê, lînka nûçeya Rûdawê bikar aniye ku roja 26ê Çile hatibû belavkirin û behsa serdana Barzanî ya Davosa Swîsre dike, her wiha wê rojnameya amerîkî behsa nûçeyeke Rûdawê dike ku tê de hatiye gotin, Koşka Spî piştevaniya derxistina navê PDK û YNKê ji nav lîsteya reş a Amerîka dike. + +Lînkên Rûdawê yên ku Washington Postê bikar aniye: + + http://rudaw.net/english/kurdistan/260120141 + +http://rudaw.net/english/kurdistan/120220141 + +http://rudaw.net/english/kurdistan/040220143 + +Hewlêr (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, diyar kir ku her wezareta ku bû pişka Gorranê merc nîne hemû karmendên wê endamên Gorranê bin û wiha got: ";Em her kesî nakin wezîr û wezîrên ku ji rêya xwe derbikeve emê wî ji kar dûr bixin."; +Newşîrwan Mistefa, duh civînek ji komek ji endazyarên endamên Gorranê re çêkir. +Li gorî malpera fermî ya tevgerê, Newşîrwan Mistefa di civînê de behsa arîşe û tengasiyên jiyanê, perwerdê û xirabiya rê û cadeyan û plan û hewlên Gorranê bo çareserkirina wan kêşeyan kiriye. +Li gorî nûçeyê, Mistefa amaje bi beşdariya Gorranê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de kiriye û wiha gotiye: ";Eger wezaretek bibe ya me, emê hewl bidin sîstema karê wê wezaretê biguherînin nek karmendên wê saziyê, eger me karmend jî guhert em hemûyan nakin endamên Gorranê lê kesên ku zana û jêhatî bin emê wan werbigirin."; +Organîzatorê Giştî yê Gorranê her wiha anî ziman ku nahêlin yên ku dibin wezîr, tenê di hizra berjewendiyên xwe de bin divê yên ku dibin wezîr sozên ku Gorranê daye xelkê cî bi cî bikin. +Newşîrwan Mistefa destnîşan kir ku her wezîr û berpirsek ji rêya xwe derbikeve û xwar bimeşe dê ji kar dûr bixin û hesab jê bixwazin. +Tevgera Gorranê di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an a Parlamentoya Kurdistanê de 24 kursî bidest xist û bû hêza duyem li Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî daxwaza 4 wezaretan ji kabîneya nû ya hikûmetê dike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel Endamê Polîtburoya YNKê Berhem Salih bicive. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Berhem Salih ku beriya niha gotibû ";ez heta lidarxistina kongrê endamekî normal ê YNKê me"; dê sibê (17.02.2014) vegere Herêma Kurdistanê. +Li gorî agahiyan, Berhem Salih dê li ser arîşeyên nav YNKê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Barzanî re rûnê. +Barzanî, duh jî bi endamên polîtburoya YNKê (Mela Bextiyar, Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed) re li Pîrmama Hewlêrê civiyabû û li ser aloziyên nav YNKê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj kiribû. +Di civînê duh de Berhem Salih beşdar nebibû. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya wê partiyê re civiya. Di civînê de hat gotin ku divê di pêkanîna hikûmeta nû de lez bê kirin. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di çarçoveya civînên digel hêzê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de îro jî bi Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên din ên polîtburoya partiyê civiya. +Li gorî nûçeyê, di civînê de ku taybet li ser pêkanîna hikûmetê bû, danûstandin û civînên ku şanda PDKê ya pêkanîna hikûmetê bi aliyên din ên Kurdistanê re encam daye hatin gotûbêjkirin û hat gotin, divê danûstandin bi aliyên din re bidome û di demek nêzîk de kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin. +Di nûçeyê de hat gotin ku di civîna Barzanî bi şanda PDKê re hinek biryar derheqê pêkanîna hikûmetê û hevdîtin bi aliyên din re hatine dayîn lê li ser naveroka biryaran tiştek nehatiye gotin. +Hat gotin, di civînê de her wiha behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku biryar e sibê pêk were, hatiye kirin. + + +Dêrsim (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi beşdariya Alîkarê Serokê Giştî yê vê partiyê Fehmî Demîr namzedê xwe yê Şaredariya Dêrsimê da nasîn. Namzedê Şaredariya Dêrsîmê yê HAK-PARê Ahmed Duzgun e. HAK-PARê li navçeyên Dêrsimê namzed destnîşan nekirin, tenê li navendê namzedê xwe ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 30ê Adarê destnîşan kir. +Îro HAK-PARê ji bo danasîna namzedê xwe yê Şaredariya Dêrsimê li hotêla Grand Şaroglû ya li navenda bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Digel rêveberên bajêr, Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmîr Demîr jî di danasînê de amade bû. +Pêş ku danasîna namzedê şaredariyê Ahmed Duzgun, Fehmî Demîr bi axaftinekê bi kurtî qala stratejî partiya xwe kir. Demîr, got ku ew li Kurdistan û Tirkiyê bi siyaseteke nû û nûjen hewl didin bi projeyan pirsgirêkan çareser bikin. Di vî warî de Demîr wiha pê de çû: ";Em hewl didin kêşeyên bingehîn ên Tirkiyê destnîşan bikin û ji bo çareseriya van kêşe û giriftan pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî gelê xwe bikin. Kêşeya bingehîn a Komara Tirkiyê, kêşeya Kurdî ye. Lewra kêşe û giriftên din jî hemû bê derman mane. Siyasetmedar û partiyên siyasî yên ku ji bo çareseriya kêşeya Kurdî pêşniyar û projeyên wan tune, nikarin Tirkiyê bigihînin asta dinyaya nûjen, pêşketî û hemdem. Lewma yên ku qala demokrasiya pêşketî dikin, divê berê her tiştî eşkera bikin ku di warê kêşeya Kurdî çi dihizirin û ji bo çareseriya vê kêşeyê çi piroje û pêşniyarên wan hene."; + +Demîr got ku ji bo bi awayekî yeksan pêkvejiyana Kurd û Tirk, pêdivî bi pergaleke federatîf heye. Herwiha Demîr diyar kir ku li welatên dinyaya nûjen û hemdem, girift û kêşeyên hemwelatiyan li herêmên wan tên çareserkirin, hikûmeta navendî tenê bi meseleyên gilobal re mijûl dibe. +Namzedê HAK-PARê yê Şaredariya Dêrsimê Ahmed Duzgun di axaftina xwe de bi dirêjahî qala nêzîkatî û helwesta partiya xwe hilbijartinên herêmî û şêwazên rêveberiya partiya xwe kir û ji bo pirsgirêkên Dêrsîmê projeyên xwe rêz kir. +Ahmed Duzgun kî ye? + +Ahmed Duzgun di sala 1948an de li bajaroka Mûxûndû ya ser bi navçeya Mazgêrdê ji dayîk bûye. Dibistana Mamostayan qedandiye. Duzgun xanenişîn e û pênc zarokên wî hene. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, namzedekî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ê şaredariya bajarokê Dîcle yê Amedê derbasî BDPê bû. +Li gorî DÎHAyê, namzedê MHPê yê şaredariya bajarokê Dîcle yê Amedê Berzan Tektaş dest ji partiya xwe kişand û ragihand, dê di hilbijartinan de dengê xwe bide BDPê. +Derheqê mijarê de birayê Berzan, Celal Tektaş agahî da û diyar kir, her çiqas birayê wî nameya destberdana xwe radestî MHPê kiriye lê heta niha MHPê ev yek bi fermî qebûl nekiriye. +Tektaş, anî ziman ku ew ji kurdan lêborînê dixwaizn û wiha got: ";Me ji ber vê rewşê şerm kir û em lêborînê ji gelê xwe dixwazin. Emê dîsa wek malbat piştgiriyê bidin BDPê."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê sibê diçe Bexdayê. +Di civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de digel şanda PDKê biryar hat dayîn, şandeke Herêma Kurdistanê sibê (17.02.2014) biçe Bexdayê. +Li gorî agahiyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê ya sibê diçe Bexdayê heman endamên şanda berê ne ku ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û Wezîrê Pilandanînê Elî Sindî û hinek berpirs û şêwirmend pêk tên. +Mijara civîna her du aliyan mîna her car, hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Pêşmerge, bûdceya giştî ye. +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser serdana şanda Kurdistanî ya Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, li Bexdayê dê mijarên serekî yên mîna bûdce û petrolê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya bajarên Mehabad û Bokan li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes mirin û yek jî birîndar bû. +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, îro (16.02.2014) serê êvarê li ser rêya navbera Bokan û Mehabadê otomobîleke ji curê pîkab ji rê derket. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de ji 3 kesên nav otomobîlê 2 kes mirin û yek jî birînar bû. +Derbarê bûyerê de berpirsê polîsê trafîkê yê parêzgeha Ormiyê, Ebas Fermanî got, bûyer ji ber wê qewimiye ku şofêr nekariye otomobîlê kontrol bike û dîreksyon ji destê wî derketiye. +Tê gotin, rêya navbera Bokan û Mehabadê metirsîdar e û her sal gellek bûyerên nexweş rû didin. + + Qamişlo (Rûdaw)- Bi mebesta bihêzkirin peywendiyên di navbera zarokan de, da hizir û ramanên xwe bi serbestî derbirin, Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê hejmarek ji zarokan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kom kirin û bi lîstok, stran, mûzîk û dîmenan rê vekir da zarokên beşdar hemû kêmasiyên jiyanê ji bîr bikin. +Kolmeleya Şawîşka û grûpa wê çend çîrokên folklorî kurdî ji zarokan re anîn ziman. +Pirbûna rêxistinan rê vedike li ber ko hejmarên mezin ji zaroka sûdê wergirin ji çalakiyên wiha, çalakiyên cor bu cor bi rêve diçin da dilpakiya zarokan bin pê nebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tundî bersiva Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû û serokê şandeya Kurd di Cenêv2 de, Hemîd Hac Derwîş da û ew wek ";xayîn"; bi nav kir. +Di daxuyaniyekê de ku bi navê Komîteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Demokratîk, duh, roja 16ê Sibatê, belav bûye, partiya navborî Hac Derwîş bi xiyaneta xwîn û soza şehîdan tometbar kir. +Hac Derwîş di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El Şerq el-Ewset a erebî, ku duh hatibû belavkirin, gotibû ku Rêveberiya PYDê li Rojavayê Kurdistanê ne rêveberiyek Netewî ye û diyar kiribû ku ew vê projeyê red dike. +Hac Derîş herwiha gotibû, bêguman hikûmeta Sûriyê alîkariyê pêşkêşî PYDê dike û tekez kiribû ku ew nikarin vê yekê înkar bikin û ew vê yekê baş dizanin. +Derbarê pêwendiyên ligel PYDê, Hac Derwîş dabû zanîn ku pêwendiyên wî ligel vê partiyê hene lê diyar kiribû ku ev partî nikare siyaseta xwe biguhêre ji ber ku ew hevpariya hikumraniyê red dike. +Di daxuyaniya xwe de, PYDê daxuyaniyên Hac Derwîş weke destpêka êrîşeke tarî û nû li dijî destkeftên ku pêkaheteyên Rojava bidest xistine, nirxandin. +Di vê daxuyaniyê de, PYDê red kir ku girêdayî rejîma Sûriyê be û got, endamên wê ji sala 2003an ve rastî girtin, îşkence û kuştinê hatine. +Di dawiya daxuyaniya xwe de, PYDê diyar kir ku tevahiya destkeftên ku wan bi dest xistine bi saya xêza sêyem e ya ku wan weke rêbaz ji xwe re girtiye. +Tevî ku pêwendiyên partiya Demokrata Pêşverû ligel PYDê xweşbûn û hin şervanên partiya navborî li kêlek YPGê şer dikirin, lê piştî lidarxistina kongreya Cenêvê û beşdarbûna nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd, bi serokatiya Hemîd Hac Derwîş, ev pêwendî têk çûbûn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Her du partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) bi giştî 5 wezîran ji kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Ehmed, ji Rûdawê re got, em ji nav 6 wezaretên Xwendina Bilind, Bajarvanî, Plandanîn, Avedankirin, Çandinî û Kar tenê 3 wezaretan dixwazin. + +Dr. Mihemed Ehmed, li ser alîkarên wezîran jî diyar kir, bi PDKê re gotûbêj kirine li ser vê mijarê û wiha got: ";Ew dibêjin şert nîne hemû wezîrek alîkarên wî/wê hebe çimkî dibe hinek wezîr pêwîstî bi alîkar nebin. + +Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdilsetar Mecîd jî ji Rûdawê re got, di kabîneya heştem a hikûmetê de êdî alîkarê wezîr namîne ji ber ku yekser li pey wezîr dê rêveberê giştî hebe. + +Ebdilsetar Mecîd, li ser daxwaziyên partiya xwe ji kabîneya nû ya hikûmetê jî axivî û ragihand, me navê 6 wezaretan daye PDKê û me ji nav wan wezaretan, tenê 2 wezaret xwestiye. + +Wî berpirsê Komela Îsalmî her wiha anî ziman, wan daxwaza rêveberiya Encucmena Wezîran jî kirine her wiha postên din mîna şêwirmend, qaymeqam û şaredar di hizra wan de heye. + +Partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li pey PDK, Gorran û YNKê di rêzên çaremîn û pêncemîn de cî girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî kurd ";ji ber xatirê keça xwe"; tifinga xwe ya nêçîrê şikand û ragihand, ew êdî naçe nêçîrê. + +Li gorî medyaya Îranê, piştî ku li mamostayekî merîwanî wek nîşandana hevxemiyê li hember şagirdekî xwe pirça serê xwe kur kir û vê çalakiya wî dengek mezin li Îran û cîhanê veda, vê carê jî gundiyekî gundê Derekî yê bajarê Serwava yê parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê karekî hêja kir. + +Welatiyê bi navê Ehmed Ezîzî yê 43 salî, li nav gund û li ber çavên komek gundiyên xwe tifinga xwe nêçîrê şikand û ragihand, ji ber ku keça wê ji kuştina ajelan ditirse ji ber xatirê keça xwe ya biçûk vê yekê dike û êdî naçe nêçîrê. + +Sekreterê Encumena Kesk a Çiya ku navenda wê li bajarê Merîwanê ye û bo parastina jîngehê kar dike, Îrec Qadirî kêfxweşiya ji wî karê Ehmed Ezîzî nîşan da û ragihand, karên wiha bandorek mezin li ser raya giştî û pêşxistina rewşenbîriya civakê di warê parastina jîngehê de dike. + +Îrec Qadirî da zanîn, beriya du hefteyan li gundê Derekî û hinek gundên din ên Serwavayê civîn ji xelkê re çêkirine û ew li ser parastina jîngehê û ajelên kovî agahdar kirine. + +Ev karê wî welatiyê kurd jî mîna çalakiya wî mamostayê kurd li Merîwanê li Îranê û li torên civakî bi taybet Facebookê de dengek mezin vedaye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kordînatorê nû yê Komîsyona Bilind a Penaberan a NY Emanuel Cîniyak, di hevdîtina digel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa de soza alîkariyên zêdetir bo penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Emanuel Cîniyak, îro weke kordînatorê nû yê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî (NY) li Herêma Kurdistanê, serdana Fermangeha Têkeliyên Derve ya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Berpirsê Fermangehê Felah Mistefa ve hat pêşwazî kirin. + +Di civînekê de ku, alîkara berprisê têkeliyên derve Suham Cebelî amade bû, Felah Mistefa karê nû li Emanuel pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze zêdetir hevakrî û hevahengiyê bi Komîsyona Bilind a Penaberan re bike bi taybetî di warê alîkarîkirina penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê de. + +Berpirsê nû yê komîsyonê li Herêma Kurdistanê behsa kar û çalakiyên xwe kir û got ku, di meha borî de wan serdana her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê û kampên benaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê kiriye. + +Cîniyak her wiha amaje bi wan alîkariyan kir yên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û ew alîkarî bilind nirxand û soza alîkariyên zêdetir da. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke pilebilind a îranî bi serokatiya Balyozê wî welatî li Iraqê Hesen Danayîfer, cihê cihê bi endamên polîtburoya YNKê Berhem Salih û Hêro Îbrahîm re hevdîtin pêkanîne. +Li gorî agahiyên medyaya YNKê, balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer îro (17.02.2014) li Herêma Kurdistanê bi awayekî cihê ligel hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û endamê polîtburoya YNKê Berhem Salih hevdîtin pêkanîne. +Li gorî agahiyan, Danayîfer li Hewlêrê bi Berhem Salih re û li Silêmaniyê jî bi Hêro Îbrahîm re civiyaye. +Di medyaya YNKê de zêde behsa naveroka hevdîtinan nehatiye kirin lê li gorî agahiyên Rûdawê, şanda îranî bi mebesta çareserkirina arîşeyên nav YNKê her wiha lihevanîna berpirsên YNKê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. +Her wiha hat gotin, şanda îranî ku ji Bexdayê hatiye Herêma Kurdistanê tenê bi rayedarên YNKê re hevdîtin pêkaniye û jibilî wan bi ti berpirsekî din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin nekiriye. + +Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) – Li gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, piştî ku makîneyên kar ên ku "Rêya Ewlehiyê" li ser sînorê Bakûr û Başûr avadikin, rastî êrîşa çekdarî hatin, leşkeran gule barandin û di navbera koma gundiyan û leşkeran de rageşî pêk hat. Di bûyeran de welatiyê bi navê Nîhat Encu ji piyê xwe birîndar bû. + +Li ser sînorê Koxê Spî yê Robosiya Qilebanê çêkirina "Rêya Ewlehiyê" berdewam dike. Dîwarê ku li ser sînorê hêjmar 15 tê avakirin dibe sedema nerazîbûna welatiyan. +Îro dîsa saet di 14.00'an de komek gundî ji bo ku pêşiya çêkirina dîwar û rêya ewlehiyê bigirin, êrîşî makîneyan kirin. Li hemberî çalakiya komê leşkeran jî gule l ser welatiyan reşandin. Di bûyerê de pevçûn derket. Pişti bûyerê gellek helîkopter hatin cihê bûyerê û bi çekên giran liser çiyê gule barandin. +Nêzîkî 70 kesên ku çalakî pêk dianîn di bin gulebarana leşkeran de man. Ji 70 kesan ku çalakî pêk dianîn jê 20 li milê Herêma Kurdistanê û 50 jî li herema Roboskiyê man. Di encama gulebarana leşkeran de welatiyê bi navê Nîhat Encu ji piyê xwe bi sivikî birîndar bû. + +Welatiyên Roboskiyê ku bûyer bihîstin meşiyan ser sînor û di navbera welatî û leşkeran de pevçûnê berdewam kir. + Hat zanîn ku leşkerekî Fermandariya Tugaya Qereqola leşkeran a Bêcuhê gefa ";Roboskiya duyemîn"; li gundiyan xwariye. +Malbatên Roboskiyê ji bo zarokên xwe yên li derveyî sînor werbigirin, heta niha jî li ser sînorê rawestiyane. Li herêmê balafirên bêbalafirvan bênavber difirin. + +Îzmîr (Rûdaw)- Kesên ku di bûyera mirina 63 penaberên Rojavayê Kurdistanê di ava deryayê de hatibûn tometbarkirin, rasî cezayê dadgehê hatin. + +Li Navçeya Menderesê di 6ê îlona 2012an de 63 penaberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan jin û zarok bûn, dema xwestin bi keştiyê derbasî Yonanistanê bibin, keştiya wan bin av bû û jiyana xwe ji dest dan. + +Piştî bûyerê li kaptanê keştiyê Burhan Yilmaz Cîgirên wî Mustafa Mucuk û Haci Çoban doz hat vekirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, rûniştina tometbaran li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi amadebûna Burhan Yilmaz, Mistefa Mucuk û parêzerên wan hat dîtin. + +Kaptanê keştiyê ku bû sedema mirina her 63 kesan Burhan Yilmaz rastî 20 sal ceza hat. Cîgirê wî Mistefa Mucuk jî rastî 12.5 sal ceza hat. Dîsa li cîgirê kaptan Hacî Çoban jî 5 sal ceza birîn. + +Lê belê li hemwelatiyên Sûriyê Sezar İbrahim û Mîlad Korkis jî 2.5 meh cezayê girtîgehê birîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba derbarê dûrxistina ceneral Selîm Îdrîs ji serokerkaniya Artêşa Azad de got ku wî di rewşek dijwar de rêvebirya Artêşa Azad kir. + +Ehmed el-Cerba daxuyaniyek derbarê dûrxistina Îdrîs ji serokerkaniya Artêşa Azad de belav kir û tê de pesina rola aktîv ya ceneral Selîm Îdrîs di rêvebirina Artêşa Azad de kir. + +El-Cerba got ";Ceneral Îdrîs ev zêdetirî salekê ye di rewşek dijwar de roleke aktîv û erênî lîst di rêvebirina Artêşa Azad de, lewra cih û rûmeta wî parastî ye û keda wî wenda nabe";. + +Encûmena Leşkerî ya Bilind a Artêşa Azad roja yekşemê biryarek ji nişkave derxist û tê de serokatiya erkanên Artêşa Azad ji dest ceneral Selîm Îdrîs derxist û serokatî radestî ceneral Ebdilîlah el-Beşîr kir. + +El-beşîr kesatiyeke leşkerî ya naskirî ye li parêzgeha Quneytira û serokê Encûmena Leşkerî ye li wê parêzgehê ji dema ku encûmen di dawiya sala 2012 an de hat avakirin. + +Heta niha Selîm Îdrîs ti daxuyanî derbarê biryar dûrxistinê de nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Lîwaya Cebhet el-Ekra Elaa Cibo di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê duh ragihand ku Elaa Cibo li navçeya Seken Şebabî Ii taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama topbarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da. + +Elaa Cibo ku bi Ebû Sitêf dihat naskirin, di 13ê vê mehê de jiyana xwe ji dest da, lê fermandariya Lîwaya Cebhet el-Ekrad duh duşemê mirina wî bi awayekî fermî ragihand. + +Ebû Sitêf di sala 1976an de li gundê Qirekûzê li bakurê Helebê hatiye dinê û di destpêka sala 2013an de Lîwaya Cebhet el-Ekrad ava kir. + +Lîwaya Cebhet el-Ekrad li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Kurdan li bajarê Helebê û li navçeyên Kurdan Til Hasil û Til Eranê li başûrê rojhilatê Helebê şer dike. Di tîrmeha sala 2013an de DAÎŞê şervanên lîwayê ji Til Hasil û Til Eranê derxistin. + +li hember vê yekê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê de di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbata Elaa Cibo re xwest. + +Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku rola Elaa Cibo di biratiya navbera Kurd û Ereban di şoreşa Sûriyê de diyar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sêşemê şanda danûstandinan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya sekreterê giştî yê wê partiyê Mihemed Ferec serdana bajarokê Pîrmamê kirin û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. + +Serokê encûmena serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihandibû ku ewê îro sêşemê ligel serokê Herêma Kurdistanê bicivin. + +Civîna Barzanî ligel Yekgirtû di çarçoveya wan civînan de tê ku serokê Herêma Kurdistanê berî niha ligel Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya û ligel wan derbarê avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. + +Mihemed Reûf diyar kir ku Barzanî dixwaze bizanibe bê nêrîna aliyên siyasî çiqasî nêzîkî hev in daku ew jî gotina xwe bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda bilind a Îranê ku duh ligel Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed civiya, îro ligel Polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya û derbarê rewşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de gotûbêj kirin. + +Li gor medyaya YNKê, duh duşemê balyozê Îran li Iraqê Hesen Danayîfer serdana Herêma Kurdistanê kir û bi cuda ligel her yek ji Berhem Salih û Hêro Îbrahîm civiya. + +Li gorî agahiyan, Danayîfer li Hewlêrê bi Berhem Salih re û li Silêmaniyê jî bi Hêro Îbrahîm re civiyaye. + +Di medyaya YNKê de zêde behsa naveroka hevdîtinan nehatiye kirin lê li gorî agahiyên Rûdawê, şanda îranî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên nav YNKê her wiha lihevanîna berpirsên YNKê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. + +Serokê encûmena serkirdatiya Yekgirtû Mihemed Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê şandeke bilind a Îranê bi serokatiya Hesen Danayîfer serdana Polîtbîroya Yegirtû kir. + +Reûf got ";Îran pêvajoyek ji bo çareserkirina rewşa niha ya YNKê destpêkiriye, bi taybet di vê rewşa niha de ku gotûbêjên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomin";. + +Reûf herwiha got ";Şanda Îranê ligel me jî heman mijarê behskirin ku ew li hember rewşa navxwe ya YNKê dilgiranin";. + +Efrîn (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye ragihand ku îro dê cenazeyên 4 şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad li Efrînê bêne veşartin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê got ku şervanên YPGê û hêzên asayişa PYDê di nac koçe û kolanên Efrînê digeriyan û bang li xelkê dikirin daku îro tevlî merasîma veşartina cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad bibin. + +Ew 4 şervan di şerê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li navçeyên derdora bajarê Ezazê yê ser bi parêzgeha Helebê de jiyana xwe ji dest dan. + +Di wî şerî de Lîwaya Cebhet el-Ekrad li kêleka Lîwaya Asîfet el-Şemal a girêdayê Artêşa Azadî şerê DAÎŞê dikin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad dê li Mezara Şehîdan li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê bêne veşartin. + +Ev çend hefte ne Cebhet el-Ekrad û grûpên ser bi Artêsha Azad bi hev re li dijî DAÎŞê şer dikin û heta niha karîne çekdarên DAÎŞê ji gundên Meryemîn û Enabkê derbixin. + +Gundê Meryemînê gundekî Ereban e. Gundê Enabkê jî gundekî têkel e û piraniya xelêk wê Ereb in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji birîndarên teqîna ku roja înê ya borî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, jiyana xwe ji dest da. + +Roja 14/2/2014 derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê pêkhat û di encam de 4 kes birîndar bûbûb. + +Yek ji birîndarên wê teqînê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînê wî ew rakiribûn nexweşxaneyeke Tirkiyê. + +Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Mufîd Hiznî yê ku bi motorê xwe di cihê bûyerê re derbas dibû, îro li nexweşxaneyê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da. + +Heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. + +Di civînên îro yên navbera Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de ku li Hewlêrê hatin lidarxistin, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tehranê hatin gotûbêjkirin. + +Her wiha hat gotin, di civînan de behsa wê hatiye kirin ku divê girîngiyek zêde bi pêwendiyên navbera her du welatan bi taybet di warên bazirganî, aborî û dabînkirina derfetên kar û karsaziyê bo şîrket û karsazên îranî li Herêma Kurdistanê bê dayîn. + +Li gorî agahiyan, di beşek din a hevdîtinên navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û şanda îranî de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û bandora wê li ser deverê hatiye gotûbêjkirin. + +Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer, piştgiriya welatê xwe li hember danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina nakokiyên xwe anî zimên û hêvîdariya xwe nîşan da ku her du alî bikarin bi diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin. + +Danayîfer, duh (17.02.2014) jî li Hewlêrê bi endamê polîtburoya YNKê Berhem Salih û li Silêmaniyê jî bi hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm re hevdîtin pêk anîbû. + +Di wê civînê de zêdetir li ser arîşeyên nav YNKê û lihevanîna rayedarên YNKê hatibû axaftin. + +Her wiha hat zanîn, balyozê Îranê serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî kiribû û bi serokê wê û endamên polîtburoyê re hevdîtin pêk anîbû. + +Li gorî daxuyaniya rayedarên Yekgirtû, di hevdîtina digel wan de jî rewşa YNKê hatiye gotûbêjkirin. + +Hesen Danayîfer û Nêçîrvan Barzanî + + + +Çewlik (Rûdaw) – Li bajarê Çewlikê yê Bakûrê Kurdistanê, welatiyê bi navê Gazî Taşkan ku xwest navê kurê xwe bike "Ciwan", rastî astengiya tîpa "W" hat. Taşkın, anî ziman ku li rojava welatiyekî navê lîstikvanê fûtbolê Alex danî, lê ti pirsgirêk derneket. Lê niha ew navê kurê xwe Ciwan qeyd dike rastî astengiyan tê. + +Li Tirkiyê her çend hikûmet bêje ziman serbest e jî dîsa welatî nikarin li gorî dilê xwe û bi kurdî nav li zarokên xwe bikin. + Welatiyê bi navê Gazî Taşkin xwest navê "Ciwan" li kurê xwe bike lê Rêveberiya Nifûsa Çewlikê ev daxwaza Taşkin ji ber tîpa "W" red kir. + +Taşkin, anî ziman ku karmendê nifûsê bi hêceta ku tîpên "X, W, Q" qedexe ne, navê kurê wî wekî "Ciwan" qeyd nekiriye û wiha got: "Rayedarên Nifûsê gotin tenê dikarin ";V"; binivîsin, lê nikarin "W" binivîsin. + +Taşkin, her wiha diyar kir ku rayedaran xwest navê kurê wî wekî "Civan" qeyd bike, lê wî ev yek qebûl nekir û bêyî ku nasnameya kurê xwe derxe vegeriya. + +Taşkin, destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku pirsgirêka kurd di rojevê de ye, dîsa navên kurdî tên qedexekirin û dîsa tîpên "X, Q, W" qedexe ne. Taşkin, anî ziman ev nakokiyek mezin e û wiha got: "Li Rojava welatiyekî navê lîstikvanê fûtbolê Alex danî, lê ti pirsgirêk derneket. Lê niha ew navê kurê xwe Ciwan qeyd dike rastî astengiyan tê. Li Tirkiyê navê Alex serbest e, lê navê Ciwan qedexe ye. Ez naxwazin navê kurê xwe wekî "Civan" qeyd bikim. Ez dixwazin bi daxwaza xwe navê kurê xwe qeyd bikim." + +Têkildarî mijarê Rêveberê Nifûsê yê Çewlikê Nevzat Aydin anî ziman ku ji ber bi awayekî fermî hê tîpên kurdî serbest nebûne nikarin tiştekî bikin. +Ev di demekî de ye ku di çaremîn ";pakêta demokrasiyê"; de ya ku par ji aliyê hikûmeta AKPê ve hatibû derxistin, qedexeya li ser tîpên kurdî yên W,Q,X bi awayekî siyasî rabibû. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û endamên polîtburoya wê bidawî hat. + +Li gorî daxuyaniya civînê, Mesûd Barzanî û şanda Komela Îslamî behsa pirsa pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, herwiha encamên dawî yên danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de derbarê pêkanîna hikûmetê jî gotûbêj kirin. + +Ji aliyê xwe ve, şanda Komela Îslamî ya Kurdistanê helwesta xwe derbarê pêkanîna hikûmetê de ji Barzanî re ragihand û tekez li ser pêkanîna hikûmeta binfereh kir, herwiha dilgiraniya xwe jî derbarê paşketina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da. + +Di himber de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, soza berdewamiya danûstandinan û pêkanîna hikûmetek binfereh da. + +Herwiha di beşekî din ji civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexda hate nirxandin. Axaftina li ser pêvajoya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiyên pêvajoya nebaş a siyasî û ewlekariya Iraqê mijareke din ya vê hevdîtinê bû. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarêî Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, Asayişa PYDê avêtin ser avahiya radiyoya Arta-FMê û weşana wê ji bilî stranan qedexe kir. + +Rêveberê cîbicîkarê yê Arta-FMê, hunermend Sefqan li ser vê bûyerê ji Rûdawê re got: ";Îro hêzk ji asayişa PYDê ya bajarê Amûdê avêt ser avahiya radyoya Arta-FM û ew dorpêç kirin û ji karmendêjn wê xwestin ku avahiya radyoyê vala bikin."; + +Sefqan, wiha domand: ";Piştî ku asayişê ji me xwest ku em ji avahiya radyoyê derkevin, dest bi lêkolînan kirin û laptopên me ji me standin da wan pişkinîn bikin."; + +Li ser sedema vê bûyerê jî rêveberê cîbicîkar yê radyoyê wiha ji Rûdawê re aşkere kir: ";Asayişê ji me re got ku li bajarê Qamişlo dozek li ser radyoyê hatiye vekirin, lê wan diyar nekir ka kî ev doz vekiriye û sedema wê dozê çiye."; + +Ji aliyek din ve, rêveberê Arta-FM da zanîn ku ";Niha du endamên asayişê li pêş avahiye radyoyê rawestane û nahêlin kes derbasî nava avahiyê bibe, lê tenê du endamên me di avahiyê de hene û asyişê rê daye me ku tenê em stranan biweşînin û jibilî stranan her bernameyek din qedexe kirine û nediyare ka dê kengî bihêlin carek din em bi asayî dest bi kar û weşana xwe bikin."; + +Arta-FM, roja 6ê Tîmeha sala 2013an hatiye damezirandin û ew radyoyeke civakî giştî ye, û di nava bernameyên wê de çend bûltenên nûçeyan hene û pexşa wê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî di ye. + +Karmendên Arta-FMê li Amûdê + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh bi şev dîsa li bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû. + +Li gor saziya çavdêriya erdhejan a Tirkiyê, li bajarê Wanê li Kakurê Kurdistanê, duh nîva şevê erdhejek bi hêza 4.6 şeş li gor pîvana Rekhter pêkhat. + +Hat ragihandin ku kurahiya wê erdhejê zêdetirî 5 km bû û heta niha ti agahî derbarê ziyanên erdhejê nehatine belavkirin. + +Roja 23yê cotmeha 2011an di encama erdheja ku li bajarê Wanê pêkhatibû, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn û bi deh hezaran xelk jî malên wan xirab bûn. + + +Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyê ji bo serbestberdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan kampanyayek navnetewî hate lidarxistin. Di nava platforma kampanya li dar dixe de gelek rewşenbîr, rojnamven û siyasetmedar hene. + +Kampanya ji hêla Platforma Ji Ocalan re Azadî tê rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de bi nivîskarê Tirk Vedat Turkalî, parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Emîne Ayna, parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û çend kesên din ji raya giştî re bangawaziyek ragihandin. + +Piştî bangawaziyê gelek nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar jî bi îmzeyên xwe beşdarî kampanyayê bûn ku di nava wan de parlamenterên berê Akin Bîrdal, Ûfûk Ûras, Tarîk Ziya Ekîncî, nivîskar İhsan Elîaçık, Roni Margues jî hene. + +Kampanya heta meha îlona 2014an dê bi bernameyên cûr be cûr berdewam bike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek di nav dikanekê de teqiya û di encam de 2 kes birîndar bûn. + +Teqîn duh li ber dikaneke firotina kasêt û CDyan li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê çêbû û di encam de 2 kes birîndar bûn, herwiha ziyanên madî gihiştine dikanê. + +Di teqînê de hunermendê Kurd Ebdilsemed Oso birîndar bûbû û ji ber giraniya birînên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê. + +Li nexweşxaneyê bijîşkan gelek hewl dan ku birînên Oso derman bikin, lê belê ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da. + +Li gor medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Ebdilsemed Oso endamê saziya kultûr û hunerê ya bajarê Hesekê ye. + +Cenazeyê Oso dê îro saet 10ê sibehê bi dema Qamişlo li goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawdiyê yê ser bi bajarê Hesekê ve were veşartin. + +Bajarê Hesekê yek ji wan bajarên Rojavayê Kurdistanê ku hîn di bin kontrola hêzên rejîmê de ye. Li wî bajarî tevî Kurdan Ereb û Aşûrî jî dijîn. + +Duhok (Rûdaw)- Li qeza Berdereş a girêdayî parêzgeha Duhokê jinekê xwe di nav mala xwe de xeniqand û jiyana xwe ji dest da. + +Rêvberê polîsê Berdereşê Zêdan Zekeriya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Jina bi navê D.H.M a 24 salî ku berî demekê ji mêrê xwe cuda bûbû, xwe bi benekî xeniqand û jiyana xwe ji dest da";. + +Zekeriya diyar kir ku bûyer şeva borî saet 11 bi dema Hewlêrê qewimî û got ";Bûyer ji ber pirsgirêkeke civakî bû";. + +Rêveberê polîsê Berdereşê bal kişand ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewame, lê heta niha ti kes nehatiye girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava 24 saetan de 64 kes li seranserê Iraqê di encama teqîn û karên tundiyê de hatine kuştin. + +Li gor malpera Skynews, piştî teqînên şeva duşemê li Bexdayê ku di encam de 14 kes hatin kuştin, duh 50 kes li seranserê Iraqê hatin kuştin. + +Çavkaniyên ewlekariya Iraqê ragihandin ku di encama teqîna du otombêlên bombekirî de li navçeya el-Beyah li başûrê Bexdayê 5 kes hatin kuştin û 12 kesên din birînar bûn. + +Herwiha li taxa eê-Îhlam li nêzîk navçeya el-Beyah otombêlek teqiya û di encamp de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn. Li navçeya el-Şurte li Bexdayê jî otombêlek teqiya û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna 5 kesên din. + +Otombêleke din jî li navçeya el-Amil li Bexdayê teqiya û di encam de kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn. + +Li bajarê Hille û qeza el-Museyeb li parêzgeha Babilê jî di encama teqîna 5 otombêlên bombekirî de 9 kes hatin kuştin û 54 kesên din birîndar bûn. + +Li gor ajansa AFP, ji destpêka vê mehê de û heta duh sêşemê, 480 kes di encamp teqîn û karên tundiyê de li Iraqê hatine kuştin. + +Ji destpêka sala 2014an de jî 1460 kes li seranserê Iraqê hatine kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo diyar kir ku Hikûmeta Iraqê soz daye ku deriyê Til Koçer ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ku niha di bin kontrola PYDê de ye, bi awayekî fermî bê vekirin. + +Salih Gedo ji Tora Medyay ya Rûdawê ragihand ku ew duh ligel aliyê peywendîdar di Hikûmeta Iraqê de civiyan û derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kudistanê bi taybet de gotûbêj kirin. + +Gedo ku ev nêzîkî 2 heftiyane bi serdanekê li Silêmaniyê ye, navê kesê ku di Hikûmeta Iraqê de ligel wan civiya ye aşkere nekir, lê got ku ew di asata wezîr de bû û civîn jî li Bexdayê pêk hatiye. + +Di civînê de û li gor daxuyaniya Gedo, şanda Wezareta Derve ya kantona Cezîrê ya ku di 21ê meha borî de ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin, daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraqê kir ku deriyê Til Koçer li ber alîkariyên mirovahî, hawarçûn û pêwîstiyên rojane yên xelkê Rojavayê Kurdistanê vekin. + +Wezîrê derve yê kantona Cezîrê herwiha got ";Hikûmeta Iraqê soz da ku di demeke gellek nêzîk de xwestekên me pêk bîne û derî li ber alîkariyên mirovahî û hawarçûnê veke";. + +Di 26ê cotmeha 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê de, bajarokê Til Koçer û navçeyên din ên li ser sînorê Iraqê ji bin kontrola çekdarên radîkal derxistin û bajarok û deriyê wê yê sînorî ku ji dema krîza Sûriyê destpêkiriye girtî bû, xist bin kontrola xwe. + +Wezîrên Ragihandin û Lihevhatinê yên Sûriyê piştî wê yekê ji Rûdawê re tekîd kirin ku hêzên Artêşa Sûriyê di derxistina çekdarên radîkal ji Til Koçer de alîkariya YPGê kirine, lê YPGê ev yek red kir. + +Piştî ku deriyê Til Koçer ket destê YPGê de, hat gotin ku Hevserokê PYDê Salih Mislim di rêya wê re derbasî Iraqê bû û pişt re çû Ewropayê. Herwiha çend caran alîkariyên mirovahî di rêya wî derî re ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Berî niha hatibû ragihandin ku PYDê ji Hikûmeta Iraqê xwestibû ku deriyê Til Koçer bê vekirin, lê berpirsên Bexdayê ji bo vekirina 2 merc li ber berpirsên PYDê danînûn ku ew jî divê ala fermî ya Sûriyê li ser derî bê bilindkirin û herwiha rêvevberiya derî di destê hikûmeta Sûriyê de be. + +Di çend heftiyên borî de parêzgarê Hesekê serdana Qamişlo kiribû û çend civîn ligel berpirsên ewlekarî û îdarî li Qamişlo li dar xistibû. Di civînan de gotibû ku wê di demeke nêzîk de deriyê Til Koçer bê vekirin û ji fermanberên rêveberiya derî xwestibû ku vegerin serê karê xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel nûnerên çend part û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive. Di civînê de dê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û proseya avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê gotûbêjkirin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Civîn dê ligel wan part û aliyan bê lidarxistin ku di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de her yekî ji wan kursiyek bi dest xistiye";. + +Hisên diyar kir ku tê pêşbînîkirin heta 10 rojên din proseya avakirina kabîneya heştem a hikûmet Herêma Kurdistanê bi dawî were. + +Di çend rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ligel Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî civiyabû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Her ku diçe nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê kûrtir dibin. Herî dawî kantona Cezîrê ya ku di 21ê meha borî de ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hat ragihandin, biryar da deriyê Sêmalka ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê têxe bin destê xwe. + +Deriyê Sêmalka ku di şibata sala 2013an de di encama lihevkirina Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYDê jî di nav de cih digire, hat vekirin û ji wê demê de ji aliyê komîteyên hevbeş ên her du encûmenan dihat birêvebirin. + +Hacî Kalo ku yek ji nûnerêna encûmena niştimanî ya Kurd e di komîteya serpereştyar a Sêmalk de ji Rûdawê re ragihand ku her 26 nûnerên encûmena Kurdî di rêveberiya deriyê Sêmalka de dest ji karê xwe berdane, ji ber ku wan qebûl nekir di bin sêbera kantona Cezîrê de kar bikin. + +Vekişandina nûnerên encûmena kurdî li ser biryara sekreteriya giştî ya encûmenê bû ku bi gotina yek ji endamên wê, divê PYDê pêgirî rêkeftina Hewlêrê be û nabe bi tena xwe dest dane ser tiştî li Rojava. + +Lê belê wezîrê karên derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo dibêje ew dest ji biryara xwe bernadin û divê hemû sazî û dezgeh li Rojavayê Kurdistanê di bin sêbera rêveberiya xweseriya demokratîk de kar bikin. + +Dema ku her du encûmen di dawiya sala 2013an de li ser vekirina deriyê Sêmalka ku nêzîkî 3 mehan ji aliyê PYDê ve hatibû girtin, li hev kirin, xelk kêfxweş bû, lê diyare kêfxweşiya wan gelekî berdewam nake. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçoveya civînên ligel aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê de, îro, 19.02.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel 5 aliyên siyasî civiya. + +Her 5 aliyên siyasî ji her yek ji Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komonîst ya Kurdistanê, Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê û şandek ji lîsteya Arasateya Sêyem ku ji Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, pêkhatibû. + +Li gorî ragihandina civînê, di destpêkê de aliyên siyasî bixêr hatina Serokê Herêma Kurdistanê kirin, piştî vegera wî ji gera li welatên Ewropayê û beşdarî di korbenda aboriya cîhanî (Davos) de. + +Herwiha di civînê de Barzanî ji aliyên siyasî xwest ku nêrînên xwe li ser pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bînin ziman, aliyên siyasî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste lez bê kirin di pêk anîna hikûmetê de. + +Di himber de Barzanî behsa encamên civînên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Herêma Kurdistanê û gavên pêk anîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku pêwîste di demeke nêzîk de kabîneya nû bê pêk anîn. + +Herwiha di beşekî din ji civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexda hate nirxandin. Axaftina li ser pêvajoya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiyên pêvajoya nebaş a siyasî û ewlekariya Iraqê mijareke din ya vê hevdîtinê bû. + + + +Berlin (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês ragihand ku neşandina mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê dijminatiyeke mezin e. Şawês got ku eger Bexda mûçeya karmendan neşîne ";wê wezîrên Kurd li Bexdayê çi bikin?."; + +Şawês di çarçoveya sêyemîn korbenda bazirganî û weberhênanê li Almaniyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Eger Bexda mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê neşîne, wezîrên Kurd amade ne dest ji kar vekişînin û êdî kar ligel wan kesan nekin ku dijminatiya Kurdan dikin."; + +Derbarê kes û aliyên berpirsyar li ser neşandina mûçeya karmendan, Şawês wiha got: ";Em nikarin Nûrî Malikî bi neşandina mûçeyê tometbar bikin, lê ev kar zirarê digihîne hikûmeta Iraqê û baweriya di navbera Kurd û Hikûmeta Federal de";. Herwiha daxwaz kir ku bi zûtirîn dem ev gava şaş bê rastkirin. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê aşkere kir ku di civîna roja duşema borî de lihev nêzîkbûnek di navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hebû û ku kar li ser vê yekê bê kirin, eger heye ku bigihine rêkeftinekê ku di berjewendiya her du aliyn de be. + + + +Amed (Rûdaw)- Karsaz û pîşesazên kurd li Bakûrê Kurdistanê li Amedê "Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê";, avadikin. + +Damezrênerên komeleyê bawer dikin ku komele dê yekîtiya karsazên Kurd xurt bike û rengeke Kurdistanî bide aboriya Kurdistanê. Herwiha ragihandin ku deriyê wan ji her kesê ku xwediyê rengeke Kurdistaniye re vekiriye. + +Di vê derbarê de Berdevkê Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Huseyîn Bardakci, ji Rûdawê re got: ";Mebestek Komeleyê jî ewe ku têkiliyên Karmendên kurd pêşve biçin û pirsgirêkên aboriya Kurdistanê werin çareserkirin. + +Ji aliyê xwe Endamê Birêveberê-Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Mehmet Akyil wiha ji Rûdawê re axivî: ";Kedkarên Amedê jî vê hewldanê wekî pêşveçûneke erênî dibînin û daxwaza wan ewe ku bandorek baş li ser hemû aliyên jiyana aboriyê bike."; + +Duhok (Rûdaw)- Îro serê sibehê zû 2 koçberên Rojavayê Kurdistanê di ava rûbarê Xabûrê de li nêzîk deriyê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de xeniqîn. + +Berpirsê ragihandina polîsê qeza Zaxo Nehşet Selman ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku şeva borî dora saet 2.30 bi dema Hewlêrê, malbateke Rojavayê Kurdistanê ku ji 15 kesan pêk tê xwestin bi qaçaxî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê hêzên Tirkiyê teqe li wan kirin û dayik û zarokê wê yê 10 salî di nav ava Xabûrê de xeniqîn. + +Selman diyar kir ku dayik bi navê Cemîla Nuhman û zarokê wê bi navê Umran Cumaa (10 sal) ye û xelkê parêzgeha Helebê ne. + +Şahidekî nêzîkî bûyerê berî niha ji Rûdawê re gotibû ku wê malbatê nikariye di rêya deriyê Sêmalka re ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lewra wan berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji bo ku ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şahidê li ser bûyerê diyar kir ku pêşmergeyên ser sînor îro saet 6ê sibehê cenazeyên zarokê yek salî û dayika wî li nêzîkî Girê Durnexê li qeza Zaxoyê dîtine û bo Bijîşka Dadê ya Duhokê hatine veguhestin. + +Nehşet Selam herwiha got ";Her 13 kesên din, 10 ji wan xwe gihandine Başûrê Kurdistanê û niha li navenda polîsê nahiyeya Derkarê hatine binçavkirin, lê her 3 kesên din li Tirkiyê asê man û ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin binçavkirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Amerîka Barack Obama duh bi telefonê bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re axifî û li ser rewşa Tirkiyê û herêmê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin. + +Li gor malpera serokwezîrtiya Tirkiyê, di wê hevpeyvîna telefonê de Obama hêvî xwest ku kêşeya ineternetê li Tirkiyê di zûtirîn dem de çareser bibe. + +Obama diyar kir ku wê Tirkiyê hemû kêşeyên navxwe bi awayekî hiqûqî û demokrasî çareser bike û rola xwe wek dewleteke pêşeng di cîhanê de bilîze. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, Obama xwest ku Tirkiyê hîn bêhtir rola xwe di zexta li ser hikûmeta Sûriyê bilîze û hevkariya xwe berdewam bike ku bikaribin sînorek ji ";terora îslamî"; li Sûriyê deynin ji bo ku çareseriya siyasî hîn hesantir bibe û krîza mirovahî jî ber bi çareseriyê ve biçe. + +Serokê Amerîka ji Tirkiyê xwest ku Hewlêrê û Bexda di mijara enerjî û petrolê de li ser rêyeke navîn wan li hev bînin û lihevhatina wan bigire. + +Herwiha Barack Obama daxwaza başbûna têkliyên Tirkiyê û Îsraîlê kir û hêvî kir ku di demeke herî nêzîk de têkiliyên Enqere û Tilebîbê ber bi başiyê ve biçin. + +Serokê Amerîka û serokwezîrê Tirkiyê li ser aboriya Tirkiyê jî goftûgo kirin, ku pêwîste Tirkiyê siyeseteke ku bazara diravî pêşbixe bimeşîne. + +Sêrt (Rûdaw)- Okestraya Heskîfê ya Şaredariya Êlihê ku bi boneya parastina xweza û warên dîrokî ji Amedê derket rê, li Sêrtê konsert da. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, orkestra Heskîfê ya Netewî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, bi boneya rê li pêş wêrankirina xwezayê bigire û hişmendiya parastina xwezayê pêş bixe piştî konserta li Êlihê li Sêrtê jî konserta vekirî da. + +Bi hezaran kes beşdarî konserta ku li zanîngeha Sêrtê pêk hat bûn. Dîsa namzetên hevşaredaran ên Sêrtê Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemir jî tevlî konsertê bûn. + +li qada konsertê pankarta ";Welat dengê orkestra me himbêz dike"; û ";Bi dengê okerstarya Heskîfê dê dengê Mezopotamya wenda nebe"; hat vekirin. + +Bi hezaran kesên beşdarî konsertê bûn têra dilê xwe reqisîn û govend gerandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Bazîdê ya Agirî, endama Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sevda ji ber ku partiya wê ew ji bo hilbijartina şaredariyan namzet nekiriye, agir berda bedena xwe. + +BDPê roja sêşema borî navê namzetên xwe yên şaredariya Agirî destnîşankirin. Sevda piştî ku navê xwe di nav lîsteyê namzetan de nedît bertek nîşan da. + +Sevda duh çarşemê serdana navenda BDPê ya Agirî kir û nerazîbûna xwe anî ziman û li ber endamên BDPê benzîn bi xwe de kir û agir berda bedena xwe, lê kesên li wir amade karîn di cih de agir vemirînin û birînên sivik ên Sevda li nexweşxaneyê derman bikin. + +Serokê BDPê yê Bazîdê Issa Ozer derbarê bûyerê de ragihand ku ew niha li derveyî herêmê ye û got ";Ez ligel hevalên xwe axifî me û bûyera Sevda ne wiha girîng e";. + +Ozer xwest ku bûyer neyê mezinkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî red kir ku Hewlêr û Bexda derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê di rêya kompanya SOMO re bo derve de li hev kiribin. + +Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Herêma Kurdistanê razî nebûye petrola xwe di rêya kompanya SOMO re bifiroşe";. + +Duh cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî di programeke televizyona el-Iraqiye ya fermî ya Iraqê de axifî û got ";Herêma Kurdistanê razî bûye petrola xwe di rêya kompanya SOMO re bişîne derve, ev yek jî xaleke sereke ya nakokiyên navbera her du aliyan derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê çareser dike";. + +Firotina petrola Herêma Kurdistanê di rêya SOMO re bo Tirkiyê, yek ji wan nakokiyan e ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser li hev nekirine. + +Herêma Kurdistanê tekîd dike ku ewê petrola xwe di rêya kompanya KOMO ya hikûmeta Herêma Kudistanê re bifiroşe, lê Bexda digot divê di rêya SOMO re bê firotin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd ku ji 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, biryar da di 3yê meha adarê ya bê de kongreya xwe li Başûrê Kurdistanê li dar bixe. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Yekîtiya Siyasî ya ku di dawiya sala 2012an de hat avakirin wê kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) di 3yê meha bê de li dar bixe. + +Biryara lidarxistina kongreyê ku berî niha çend caran hatibû paşxistin, di civîna duh ya komîteya amadekar a kongreya Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê hat dayîn. + +Çavkaniyê diyar kir ku di kongreyê de ku 2 yan jî 3 rojan didome, dê 600 endam ji hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê beşdar bibin. + +Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de, Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî / baskê Ebdilhekîm Beşar), her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, dê encûmeneke serkirdatiya partiya nû ji 51 endaman bê hilbijartin. + +Endamên encûmena serkirdatiyê dê 30 ji wan di kongreya yekîtiyê de bêne hilbijartin, lê her 21 endamên din ku wek ";kutleya gerentiyê (damin)"; hatine binavkirin, dê her çar partiyên din di nava xwe de diyar bikin, 8 ji el-Partî, ji her du partiyên Azadî 10 (5-5) û ji Yekîtî 3 endam bin. + +Derbarê sekretera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê de, çavkaniya Rûdawê aşkere kir ku sekreter di kongreya 3yê mehê de nayê hilbijartin, lê belê sekreter û endamên Polîtbîroyê wê di yekemîn civîna encûmena seekirdatiyê de piştî kongreyê bêne hilbijartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo ku ji nêzîk ve rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê û koçberên parêzgeha Enbarê yên li Başûrê Kurdistanê bişopîne, wezîrê koç û koçberan ê Iraqê hate parêzgeha Hewlêrê. + +Di destpêka serdana xwe de, wezîrê koç û koçberan ê Iraqê serdana kampa Guwêlan a koçberên Rojava li parêzgeha Hewlêrê kir. + +Di vê kampê de ku zêdetirî 3 hezar koçber hene, projeya kampeke nû ku cihê 1470 çadiran tê de hebe, li ser erkê wezareta koç û koçberan a Iraqê tê avakirin. + +Şanda hikûmeta Bexdayê herwiha serdana koçberên parêzgeha Enbarê ku hejmara wan zêdetirî 17 hezar koçber e û ji ber şer û pevçûnên li wê parêzgehê reviyane. + +Li bendê de, şanda Wezareta Koç û Koçberan serdana projeyên din ên li kampên koçberên rojava bike. Ew dê herwiha alîkariyên madî jî bide koçberên Enbarê. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro ligel sekreterên partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bicive. + +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku sekreterên 11 partiyên nav ENKSê ji bo hevdîtina ligel Barzanî îro piştî nîvro çûne bajarokê Pîrmamê û biryar e ligel Barzanî bicivin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, partiyên nav ENKSê daxuaniyek derbarê helwestên Partya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Rojavayê Kurdistanê di destpêka şoreşa Sûriyê de û heta niha, amade kirine. + +Peyamêra Rûdawê diyar kir ku sekreterên her 11 patiyên ENKSê dê serokê Herêma Kurdistanê ji naveroka daxuyaniyê agehdar bikin, ji ber ku di bin çavdêriya wî de çend caran rêkeftin di navbera ENKS û PYDê hatibû kirin. + +Derbarê naveroka wê daxuyaniyê de, pyamnêra Rûdawê diyar kir ku di daxuyaniyê de ew yek hatiye gotin ku ";PYDê hemû rêkeftin bin pê kirine û bi tena serê xwe Rojavayê Kurdistanê kontro kiriye";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hemwelatiyê Kurd bi navê Axo Ataş ê ku ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Derbarê sedemên mirinê de jî agahiyên cuda hene. + +Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Serêkaniyê di daxuyaniyekê de got, ";Duh cenazeyê Axo Ataş ê bi navê Reşwan tê naskirin ji aliyê asayişa PYDê ve radest’ malbata wî hat kirin";. + +Di daxuyaniya şaxê ENKSê yê Serêkaniyê de wiha hatiye gotin: ";Reşwan berî 2 rojan ligel her yek ji Basil Mistefa Oso, Şêrwan Seydo Mihemed û Şêrwan Bubu Mihemed piştî şerekî, ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin";. + +ENKSê li ser zarê malbata wî belav kiriye ku ";Reşwan rastî îşkenceyê hatiye û di encam de jiyana xwe ji dest da."; Li gor daxuyaniya ENKSê, Reşwan di dema şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê û komên îslamî yên radîkal de li kêleka YPGê şer dikir. + +Lê belê asayişa PYDê di daxuyaniyekê de red kir ku Reşwan di bin îşkenceyê de hatibe kuştin û got, ";Reşwan di şerê roja sêşemê de dilê wî sekinî û di encam de jiyana xwe ji dest da";. + +Di daxuyaniya asayişa PYDê de hatiye gotin ku ";Di şerê roja sêşemê de endamekî asayişê piştî ku gelek dijûn jê re hatin gotin, êrîşî malbatên ku şerê hev dikin kir û di heman demê de dilê Reşwan sekinî";. + +Asayişa PYDê herwiha got, ";Ew endamê asayişê parêzbendî li ser hat rakirin û dê li pêş gel bê darizandin";. + +Şaxê ENKSê yê Serêkaniyê tiştê ku bi serê Reşwan hatiye şermezar kir û daxwaz ji asayişa PYDê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û kesên ku bûne sedema mirina Reşwan lêpirsînê ligel wan bikin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel sekreterên partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bidawî hat. +Li gorî daxuyaniya civînê ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, partiyên ENKSê nêrîna xwe derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên Rojavayê Kurdistnê diyar kirin, herwiha behsa çawaniya karkirinê ligel Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK), ji Serokê Herêma Kurdistanê re kirin. +Herwiha di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku di meha Kanûna sala borî de, her du encûmenan, ENKSê û EGRKê, li Hewlêrê li ser wê yekê rêkeftibûn ku dê rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka bi awayekî hevbeş be, lê niha rêveberiya wê radestî Kantona Cezîre hatiye kirin û karmendên ser bi ENKSê ve ji wir hatine derkirin. +Di beşekî din ê civînê de, partiyên ENKSê tekez li ser yekrêziya gelê Kurd kirin, tevî wê yekê ku hêza beramberî wan berovajî vê bingehê kar dike. +Di himber de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji partiyên ENKSê re ragihand ku ew ligel yekdengiya aliyên Kurd e li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya her biryarekê dike ku hemû alî li ser yek bin. +Herwiha barzanî amaje bi wê yekê kir ku derbarê pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê her biryarek yan her helwêsteke bi komdengiya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derkeve, cihê girîngiyê ye û ew bibaş dizane. + +Wan (Rûdaw/AA) - Nexweşxaneya Herêmî ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê ji bo ku bijîşk fêrî kurdî bibin dest avêtprojeyekê û bernameya hîndekariya ziman a ji bo bijîşkan amade kir. + +NexweşxaneyaWanê ya ku kapasîteya wê400 text e û ji ber ku di navbera bajarên wekWan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg,Agirî û navçeyên girêdayîvanbajaran de cî digire gellekî nexweş serî lê didin. + +Ji ber ku kal û pîrên serî li nexweşxaneyê didin bi tirkî nizanin, rêveberiya nexweşxanê jî dest bi projeyeke nû kir. Rêveberiya nexweşxaneyê ji bo kupirsgirêka zimançareser bike projeya "Kurdiya Tibî" pêşkêşî Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (APRA) kir. Piştî ku proje hat pesendkirin rêveberiya nexweşxaneyê bi Navenda Taybet aZiman a Îlkay re peyman çêkir. + +Di vekirina kursa ku dê ji 20 saetan pêk bê de Cîgirê Serbijîşkê nexweşxaneya Perwerde ya Wanê axivîû got ku bijîşkên me yên ku bi kurdî nizanin ji bo ku asantir gel têbigihên, me ev bername li dar xist. + +Sekreterê Giştî yê APRAyê Dr. Emîn Yaşar Demircîjî di axaftina xwe de diyar kir ku lidarxistina bernameya "Kurdiya Tibî" ji bo wan gellekî girînge. + +Rêveberê Enstîtoya Zimanên Zindî yêZanîngeha Artûklûyê yêMêrdînê QedrîYildirim jî diyar kir ku gellek kêfxweş e da ku dê hîndekariya vê bernameyê bike. Yildirim got ku dîroka bikaranîna kurdî di tendirustiyê de digihije 200 sal berê. + +Yildirim bal kişandku derbirîna bi zimanê dayikêdê bibe sedemarihetiya bijîşk û nexweşan. + +Bijîşkên ku beşdarî kursa fêrbûna zimanê kurdî bûn jî diyar kirin ku heta niha ji ber ku bi kurdî nizanibûn, nikaribûn bi nexweşênxwe re têkiliyeke xurt daynin û em hêvî dikin ku ev kurs dê bibe sedema çareserkirina vê pirsgirêkê. + +Dr. Murat Ozcan jî wiha got: "Ji ber ku bi eslê xwe ji devera behra reş im ez bi kurdî nizanim û ev jî dibû sedem ku min li gel nexweşên xwe re têkiliyeke baş danedatanî. Ez hêvîdar im ku bi vê perwerdeyê re ez ê têkiliyekeasantir û germtir li gel nexweşên xwe bikaribim daynim." + +Hin xizmên nexweşan ên ku beşdarî dersa ewil bûn, gotin ku ev bername ji bo nexweşan zehf girîng e. + +Hat ragihandin ku bernameya perwerdeyê dê hefteyekê bajo. + +Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ceifer Emînîkî, ragihand hinek medya û berpirsên ser bi ";baskê radîkal"; ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), tohmetên bêbingeh bi PDKê ve dikin û daxuyaniyên nersat derbarê pêvajoya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd didin. + +Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya PDKê, hatiye belavkirin, tê de hatiye gotin ku ";Hinek medya û berpirsên PKKê û PYDê dixwazin rastiyên rewşa Rojavayê Kurdistanê veşêrin."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji destpêka bûyerên Sûriyê û heta îro, PDKê li himber doza rewa ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê helwêsteke netewî, Kurdistanî, demokratîk û mirovdosatne nîşan daye û li ser astê herêm, navçe û cîhanê bi hemû kanalên siyasî, dîplomatîk, medya û bi awayên fermî û nefermî piştgiriya xwe ji bo alîkarî û yekxistina gotara Kurdên Rojavayê Kurdistanê dupat kiriye, û ev hewlêst beşeke ji siyaseta PDKê û ev yek nayê guhertin himberê doza rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê. + +Berdevkê Polîtburoya PDKê tekez kir ku ";Ji niha û bi şûn de, wek berê, em dê bi hemû şiyanên siyasî, dîplomatîk, mirovî, madî û meinewî piştgiriya xûşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin, û me ev yek bi pratîkî piştrast kiriye."; + +Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ev hewlêsta PDKê bingehîn e û nayê guhertin û bi ti awayekî reftarên PYDê bandorê li ser hewlêsta wan nake, ku di vê dawiyê de PYD bi arasteya partiya take alî û sepandina siyaseta ";Partiya serkirde";, û wek partiyên totalîtar, propegendayeke vala û bi piştgireya rasterast ya hin kesên diyar di nav serkirdatiya PKKê de encam dide. + +Ceifer Êminkî behsa wan kesn di nava serkirdatiya PKKê de dike û dibêje: ";Ew baskê tundrew yê di nav PKKê de destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê, û dixwaze bi bazarên cihê gomanê di rêya baskê xwe, PYDê, re ajandayek din cî bi cî bike û hemû hewlekê ji bo yekdengî û hevkariya aliyên Kurdî têk dibin. Carek din em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê milkê partiyekê ye, û rêkeftina Hewlêrê çarçoveyeke guncaw e bo pêkanîna komdengiya niştimanî, lewma pêwîste ew rêkefrtin bibe referansa hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê, ku PDK hemû alîkariyekê li wê referansê dike."; + +Derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de jî di daxuyaniyê de wiha hatiye ziman: ";Em careke din tekez dikin ku pêwîste ev kongre li ser bingeha bawerî, biratî û komdengiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bê lidarxistin, lewma pêwîste hemû alî bizanin ku kongreya netewî bi mercên pêşwext nayê girêdan. Eqliyeta sepandina mercan bi xwe arşîeyeke bo kongreya netewî. Lewma em tekez dikin ku kongreyê netewî milkê hemû Kurdan e ne bi tenê yê aliyekî ye ku bixwaze merc û edebiyata xwe bi ser de bisepîne. Pêwîste nûnerên kongreyê, nûnerên gelê Kurd bin, ne bi tenê nûnerên patiyekê bin. Destpêkirina şerê ragihandinê li dijî PDKê di vê demê de, armanc jê têkdana komdengiya niştimanî ye, û hewldane bo çêkirina keleman li pêşiya kongreya netewî."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDKê berê, niha û di pêşerojê de, berdewam dibe li ser şopandina rêbaza Kurdayetî û dîroka pir serwerî li Mehabad û destana Aras heta Îlon û Gulanê û Serhildanê, baweriya xelkê Kurdistanê bidest xist, û îro jî faktorekî siyasî yê bihêze li ser qada navçe û cîhanê, û alîkareke mezin e bo proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, serdana Serok Barzanî ya Amedê, nîşana rol û pêgeha Serok e li Bakûr û di nav proseya aştiyê de. Baştire ku ew alî li şûna propegendayên bêbingeh, bi awayekî lojîkî siyasetê bikin û hemû hewlên xwe bikin bo serxistina proseya aştiyê. Lê diyare aştî zirarê dighîne baskê tundrew di nava PKKê de, lewma ew hewl didin ku prosya aştiyê li Bakûr sernekeve."; + +Di dawiya daxuyaniyê de, berdevkê polîtburoya PDKê wih ragihand: ";Em bi pêwîst dizanin ku raya giştî ya Kurdistanê haydar bikin ku rastiya nameya di navbera Serok Barzanî û Birêz Ocalan de di rêya Leyla Zana re nîşana bawerî û hevdengiyê ye di navbera wan de, û mafê ti kesî nîne ku li vê baweriyê biaxive û hewl bide naveroka nameyê bi dilê xwe têk bide û em hemû hewlên xwe didin bo mebesta girêdana kongreyê netewî, serxistina proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya Rojavayê Kurdistanê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê nexşeyeke nû ji bo pêkanîna kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade kiriye, li gorî wê nexşeyê dê PDK destberdarê Wezareta Darayî û Wezareta Navxwe be, lê Wezareta Pêşmerge ji dest Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derxe. + +Ev nexşeya PDKê di civîna dawî ya polîtburoya PDKê de hatiye dariştin, û li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê biniyaze ku Tevgera Gorranê bi wê yekê razî bike ku cîgirê serokwezêr ûWezareta Darayî û çend wezaretên din ên xizmetguzariyê bide Gorranê, lê Gorran razî nabe eger Wezareta Navxwe nedin wê. + +Herwiha di hevdîtinên nefermî tên vê dawiyê yên di navbera PDKê û Gorranê de, ku şanda PDKê bi serokatiya Azad Berwarî bû, ji Gorranê re ragihandin ku YNKê raz înabe ku Wezareta Navxwe bidin Gorranê, lê Organîzatorê Giştî yê Gorranê Newîşrwan Mistefa di bersiva wan de got ku ev pirs di destê PDKê de ye û eger ew daxwaza Gorranê qebûl nekin Gorran beşdarî hikûmetê nabe. + +Niha jî, jibilî PDKê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ket nav hewldanan. Serokatiya Herêmê jî pêşbînî dike ku heta 10 rojên din aliyên siyasî bigihên rêkeftina dawî li ser pêkanîna hikûmetê. + +Li gor bername û nexşeyan, PDKê hewla xwe ya dawiyê dide ku YNKê bi wergirtina Serokatiya Parlamentoyê razî bike, û Wezareta Pilandanîn û Wezareta Darayî di navbera Gorranê û YNKê de parve bike. + +Herwiha PDKê jî dê wezaretên Pêşmerge, Petrol, Perwerde û Şaredarî ji xwe re bibe, û Wezareta Çandiniyê û Wezareta Karûbarên Civakî bide Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Wezareta Gihandin û Veguhestinê jî bo Komela Îslamî ya Kurdistanê be. + +Berdevkê Polîburoya PDKê, Ceifer ÊmInkî ragihand ku kilîta çareserkirina arîşeyên li pêş pêkanîna kabîneya heştem, hat dîtin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê, 4 kesên ku di sala 2010’an de bi hêceta ";endamtiya KCK’ê"; hatibûn girtin, hatin berdan. + +Li Sêrtê di 19’ê Gulana 2010’an de di bin navê ";KCK";ê de operasyon hatibû lidarxistin û di nav de Serokê berê yê DTP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, Serokê DTP’a Sêrtê Xelîl Adiguzel bigiştî 7 kes hatibûn girtin. + +Îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê rûniştina 23’mîn pêkhat. Dozger ji dadgehê xwest ku ji ber ";girtina demdirêj"; hemû siyasetmedar bên berdan + +Dadgehê ji bo biryarê bide navber da û piştre biryara serbest berdana Taş, Adiguzel, Mustefa Gunduz û Mehmet Adanir da. + +Dadgehê biryara berdewam girtina 3 kesan da û taloqî 17’ê Nîsanê kir. Adiguzelê ku hate berdan, bi hêceta ku ji dozek din biryara girtinê li ser heye careke din şandin girtîgehê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor rapirsiyeke portala Rûdawê, piraniya beşdaran di wê baweriyê de ne ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +Portala Rûdaw ji roja 13/2/2014 heta 20/2/2014 rapirsiyek encam da û tê de ev pirs kiribû: Kîjan aliyê siyasî nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dike?. + +Ev rapirsiya portala Rûdwê, rapirsiya herî mezin ya elektronîk a kurdî ye, ji ber ku 704 hezar û 431 kesan tê de deng dan. + +Encamên rapirsiyê wiha bûn: + +53% ji beşdaran ku hejmara wan 373 hezar û 608 kes bû dibêjin ku PDK û PDKÎ nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +39.9% ku hejmara wan 281 hezar û 347 kes e dibînin ku Komele nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +6.6% ku hejmara wan 46 hezar û 223 kes e dibêjin ku aliyên din nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +0.3% ku hejmara wan 2 hezar û 225 kes e dibêjin ku PJAK nûnerê Rojhilatê Kurdistanê ye. + +0.1% ku hejmara wan hezar û 28 deng e dibînin ku çalakvanên hundir ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xebata xwe dikin, ew nûneratiya Rojhilatê Kurdistanê dikin. + +Derbarê encamên vê rapirsiyê de, Rûdaw dê îro înê 21/2/2014 saet 10ê şevê bi dema Hewlêrê dîbeytekê bi beşdariya hemû aliyên Rojhilatê Kurdistanê li dar bixe. + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li dijî xwepêşandan roja çarşemê ya alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed a ku li heman bajarî derketibû, bê lidarxistin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo got ku xwepêşandan li ser beng Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd e û dê îro saet 12ê nîvro bi dema Qamişlo li taxa Enteriyê derbikeve. + +Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd di bangewaza xwe de ragihand ku xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e. + +Di daxuyaniyê de bang li ciwanan û hemû beşên civakê yên siyasî, civakî, kultûrî û saziyên sivîl hatiye kirin ku ";li dijî lîstikên emnî yên li Qamişlo têne lîstin";, tevlî xwepêşandana îro bibin. + +Desteyê diyar kir ku xwepêşandana wan dê îro saet 12ê nîvro li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo destpêbike. + +Roja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn. + +Amed (Rûdaw)- Li girtîgeha tîpa E ya Amedê girtiyan li dijî biryara veguhestina wan bo girtîgeheke din nerazîbûna xwe anîn ziman. Di dema nerazîbûnê de 4 girtî birîndar bûn. + +Li gor medyaya Tirkiyê, duh di dema veguhestina hejmarek girtiyên li girtîgeha tîpa E ya Amedê de, nerazîbûn derket holê. + +Di çalakiyê de girtiyan li deriyê girtîgehê dan û pencere jî şikandin. Di dema şikandina pencereyan de 4 girtî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. + +Piştî bûyerê malbat û parêzerên girtiyan li ber avahiya girtîgehê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî bûyerê parlamentera BDPê ya Amedê Nursel Aydogan ligel rêveberên girtîgehê hevdîtinek pêkanî. + +Aydogan diyar kir ku rêveberên girtîgehê derbarê bûyerêde wiha gotine: ";Ji ber hejmara girtiyan li girtîgehê zêde bûye, rêveberiyê biryar da girtî bo girtîgeheke din bêne veguhestin. Lê girtiyan nexwest bên veguhestin û çalakî pêk anîn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ragihand ku wê ji destpêka vê meha sibatê de 420 ton alîkariyên mirovahî ji bajarê Hewlêrê gihandine bajarê Qamişlo. + +Duh brerpirsê WFP li Hewlêrê Mihemed Hac Ferec û şandeke pê re ligel cîgirê berpirsê têkiliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî civiya. + +Di civînê de pirsa berdewamaiya şandina alîkariyên mirovahî di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê bo balafirgeha Qamişlo û herwiha rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. + +Brerpirsê WFP li Hewlêrê Mihemed Hac Ferec di civînê de got ku rêxistina wan ji destpêka meha sibatê de 420 ton alîkariyên mirovahî ji Hewlêrê gihandine Qamişlo. + +Ferec diyar kir ku biryar e heta 9ê adarê 1200 ton alîkarî di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re bigihin bajarê Qamişlo. Ew alîkarî dê nêzîkî 300 hezare kes jê sûd û fêde bikin. + +Di civînê de, Dîndar Zêbarî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkarî û hemahengiya xwe ligel aliyên navdewletî berdewam bike ji bo ku alîkariyên mirovahî bigihin gelên Sûriyê bi giştî û navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo û li dijî xwepêşandan roja çarşemê ya alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed a ku li heman bajarî derketibû, xwepêşandanek hat lidarxistin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandanê îro saet 1ê piştî nîvro bi dema Qamişlo li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê destpêkir û bê ti astengî bi dawî hat. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de bi tenê nêzîkî 200 kes beşdar bûn di nav de jî hejmarek gelek kêm a sekirdeyên partiyên Kurd hebû. + +Xwepêşandana îro li ser banga Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd bû ku di bangewaza xwe de gotibû ";xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e";. + +Roja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê guhertinên dawî li Rojavayê Kurdistanê de derxist û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kir. + +Partiyên ENKSê ku hejmara wan 12 partî ye, di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew rêveberiya xweseriya demorkatîk ya ku PYDê û hevalbendên di dawiya meha borî li Rojavayê Kurdistanê de ragihandiye ";ne şeraî ye û nûneratiya wan nake";. + +Li gor rêveberiya xweseriyê, Rojavayê Kurdistanê li ser her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku bi kanton hatine naskirin, hatiye parvekirin. + +Derbarê vê yekê de partiyên ENKSê gotin ";PYDê di rêya van kantonên xwe re xak û gelê Kurdistana Sûriyê perçe dike û ev yek metirsiyeke stratejîke û mafê ti aliyekî siyasî nîne ku vê yekê li ser erdê ferz bike";. + +Partiyên ENKSê bal kişandin ku rêveberiya xweseriya demokratîk ti navên kurdî pêve nîne û got ";Di rêya bilindkirina druşmên ku navê kurdî tê de nîne û hewldanên guhertina sembolên neteweyî û ala kurdî ji aliyê EGRKê ve û tinekirina rola partiyên Kurd ên nêrîna wan cuda, ne rihitiyek di cadeya kurdî peyda bûye û metirsiyên cidî derbarê piştguhkirina daxwazên neteweyî de derdixîne holê";. + +Di daxuyaniyê de PYDê û EGRKê bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku bi sedema biryar û gavên wan yên ji yek alî de, hemû rêkeftinên hevbeş ên navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî beşek jê ye, hatine jinavbirin. + +Partiyên ENKSê derbarê Desteya Bilind a Kurd (DBK) de ku di tîrmeha sala 2012an di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de navbera ENKSê û EGRKê hat avakirin, got ";EGRKê navê DBKê istixlal kir û nehişt komîteya taybet bi parastina sivîlan û bergirîkirina navçeyan Kurdan aktîv bibe û hêzên asayiş û YPGê yên ku ji aliyê EGRKê ve hatine avakirin dest danîn ser her tiştî û rê nedan ENKSê";. + +Derbarê deriyê Sêmalka de ku berî çend rojan bi biryara kantona Cezîrê rêveberiya derî ji dest komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê hat derxistin û kete destê kantonê, partiyên ENKSê diyar kirin ku divê Sêmalka li gor rêkeftinan ji aliyê komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê ve were birêvebirin. + +Partiyên ENKSê tekîd kirin ku ew pêgirê yekrêzî û yekhelwesta kurdî ne û gotin ";Rêveberiya ku li Rojava hatiye ragihandin nûneratiya me nake û ew dûrxistina nêrîna cuda û ferzkirina siyaseta defakto tekîd dike. Herwiha di asta niştimanî û navdewletî de ziyanê digihîne helwesta kurdî, lewra divê EGRKê car din li xwe vegere û biryara xwe ya derbarê hilweşandina rêkeftina Hewlêrê ji yek alî de dîrase bike";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, partiyên ENKSê gotin ku gefên grûpên çekdarî yên radîkal li ser navçeyên Kurdan wiha dixwazin ku hemû alî bi hev re kar bikin û hevkariya hev bikin ji bo xizmetkirina gelê Kurd û doza wî ya dadperwer. + +Hewlêr (Amed) - Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp dan ber fîşekan û kuştin. Nehat zanîn ku hesp ji aliyê kê ve hatine kuştin, gundiyan ji bo ku kiryar bê dîtin doz vekirin. + Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp û hêstirek dan ber fîşekan û kuştin. + +Şeniyên gundê Dalîtê diyar kirin ku hefteyek berê hespên wan winda bibûn û hespên xwe li nêzî mezreya Koçera ya ku 4 kîlometre ji gund dur e, dîtibûn. + +Mezreya Koçera a ku erdê wê çiya û asê ye gundiyan hespên xwe li wir bi awayekî mirarbûyî dîtine û hespên ku mirarbûyî 5-10 metre bi navber ketibûn erdê û bi erdê ve kaşkiribûn. + +Gundiya dan zanîn ku hespên wan bi fîşekan hatine kuştin lê li cîhê bûyerê ti qewanên fîşekan nedîtine. + +Li gorî agahiyên gundiyan, di demên berê de bûne şahid ku leşker û cerdevanan hesp kuştine lê di demê dawî de li gundên wan bûyerên bi vî awayî çênedibû. Gundiya anî ziman ku erdê ku hesp lê hatine dîtin jî cîhek asê û vala ye û kuştina hespan ji ber ketina erdan nîne çimkî bi kuştina hespan dixwazin aramiya wan xirab bikin. + +'Hesp çavkaniya debara me bûn' + +Ji Şêniyê gundê Dalîtê Mehmet Salîh Adiguzel diyar kir ku debara xwe bi ser van hespan dabîn dikir û wiha got: "Ajelên me berê li çol û erdan dijiyan. 7 roj berê agahî hat ji mere ku ajelên we kuştine. Hefteyek piştre me hespên xwe mirarbûyî dît. Me heta roja îro hovîtiyek wisa nedîtibû, me debara xwe li ser van hespan dikir. Hespên me ji gund birine piştî ku kuştine avêtine Mezreya Koçera. Ev hespana kê kuştibe em dixwazin bila kiryarên wan derxin. Em çûn Qereqolê lê Qereqolê ji me re got neyên qereqola me biçin ya Pasûrê. Em jî çûn Pasûre me li di Dozgeriyê de gilî kir. Ev hovîtî ye, bend avêtine stûyê hêstira me û avêtine mezreyê, di laşê her hespêde 3-4 şopa fîşekan hebû." + +Şeniyê gund yê bi navê Yûsif Denîz jî diyar kir ku hespan xwedî dikin û wiha got: "Me hespên xwe bi salan xwedî kir ji bo me gellek girîng bûn, hefteyek bû hespên me winda bûn lê me hespên xwe li mezreya Koçera mirarbûyî dît." + +Gundiyan diyar kirin ku ji bo ajelên wan ê ku hatine kuştin serî li Dozgeriya Pasûrê dane û Dozger jî ji wan re wiha gotiye: "Wêneyê hespên ku mirar bûne bînin emê piştî wî werin lêkolîn bikin." + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku her çiqas heta niha arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nehatine çareserkirin lê di hevdîtinên vê dawiyê de helwesta Bexdayê li gorî carên din nermtir bû. + +Gellek nakokî û arîşe di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hene ku nehatine çareserkirin lê pirsa herî girîng mesela hinartina petrola Herêma Kurdistanê û dahata wê ye. + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser rewşa dawî ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Rûdawê re wiha got: ";Her çiqas di civîna dawî ya navbera şanda Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de hemû arîşe nehatin çareserkirin lê li gorî ku me dît helwesta Bexdayê li hember pirsên han nermtir bû."; + +Sefîn Dizeyî, da zanîn ku Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî vê carê mîna her car gefa bikaranîna hiqûqê li dijî kurd nexwar û Kurdistan bi binpêkirina destûra bingehîn a Iraqê tohmetbar nekir û wiha anî ziman: ";Aliyê iraqî digot ku em li hember hinartina nefta Kurdistanê rêgir nînin lê divê hinartina petrolê di bin çavdêriya şîrketa SOMO bê kirin û dahata wê jî derbasî sindoqa geşedana Iraqê (DFI) li Amerîkayê bibe û wezareta darayî ya Iraqê dê pişka Herêma Kurdistanê veqetîne û bişîne Hewlêrê."; + +Berdevkê hikûmetê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê ti qusûrekî di hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa hinartina petrolê nabîne lê bi mercekî ku pişka Kurdistanê yekser li liqa Herêma Kurdistanê ya banka navendî ya Iraqê bê danîn û Kurdistan di xerckirina pişka xwe azad be lê heta niha Kurdistan û Bexda li ser vê yekê negihîştine rêkeftinê. + +Sefîn Dizeyî anî ziman ku pirsa hinartina petrolê pirsa serekî ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye ku heta niha nehatiye çareserkirin, her wiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ji hikûmeta Iraqê xwest, mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide û helwesta xwe li ber çavan re derbas bike. + +Lê beriya niha alîkarê serokwezîrê Iraqê di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî, ji televîzyona Iraqiye ya Iraqê re gotibû, Herêma Kurdistanê razî bûye ku nefta xwe bi rêya şîrketa SOMO re bişîne derve, ev jî xalek serekî ya nakokiyên petrolê çareser dike. + +Husên Şehristanî her wiha dabû zanîn, di civîna vê dawiyê ya Bexdayê de, Herêma Kurdistan û Bexda li ser danîne çend nûnerên kurd di nav şîrketa SOMO de daynin da bi awayekî hevbeş çavdêriya hinartina petrolê bikin. + +Li ser neşandina mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê jî Şehristanî wiha axivî: ";Wezareta Darayî ya Iraqê mûçeyên meha Çile şand Herêma Kurdistanê lê ji ber ku niha pere li Bexdayê nemaye mûçeyên meha Sibatê nehatiye şandin, çimkî eger Herêma Kurdistanê neftê hinarde neke wezareta darayî nikare mûçeyên Sibatê bişîne."; + +Ev di demekî de ye ku Herêma Kurdistan û Tirkiye dibêjin, ew nefta ku bi rêya boriyê re hinardeyî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye kirin heta niha nehatiye firotin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku hevdîtinên wan bi rayedarên Iraqê re erênî bûye û da zanîn, bi rayedarên Bexdayê re li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer li hev kirine. +Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, ji Rûdawê re ragihand, di warê bazirganiyê de Bexdayê hinek soz dane wan û dê di rojên bê de li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê yê navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinê îmze bikin. +Salih Gedo, bêyî ku behsa wan berpirsên iraqî yên soza vekirina deriyê Til Koçerê dane wan, bike wiha got: ";Hevdîtinên me zêdetir bazirganî bûn nek siyasî, ji ber ku em bi ti berpirsekî siyasî yê Iraqê neciviyan."; +Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, çend roj berê bi hevrêtiya du cîgirên xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li bajarê Silêmaniyê bi berpirsên hinek partiyên Başûr re hevdîtin pêk anîbû. +Piştî ku şanda Kantona Cizîrê nekarîn bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rûnê serdana Bexdayê kir. +Hat zanîn, şanda Kantona Cizîrê dê serdana Enqerê jî bikin û bi rayedarên tirk re rûnên. +Şêwirmendê ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiyên wan bi Kantona Cizîrê re nîne. +Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî ji Rûdawê re got, haya min ji serdana şanda han ya Bexdayê nîne. +Salih Gedo, ku hevdem Sekreterê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê ye jî, roja 21ê Çileya îsal û di dema ragihandina Kantona Cizîrê de wek wezîrê derve yê kantonê hat destnîşankirin, lê piştî vê bûyerê ENKSê endamtiya Gedo û partiya wî her wiha Ekrem Heso betal kir. +Tê zanîn, deriyê sînorî yê Til Koçerê par ji aliyê hêzên PYDê û (li gorî rayedarên rêjîma Sûriyê) bi alîkariya hêzên rêjîma Sûriyê ji bin kontrola çekdarên DAIŞê hat derxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê, hinek welatiyan derdên xwe yên nedayîna mûçe ku ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ev demeke mûçe hatiye sekinandin, ji Serokê Amerîka Barack Obama ra vegotin. +Arîşe û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bandor li ser jiyana civakî ya gelê Başûrê Kurdistanê jî kiriye, ev jî bûye sedem ku xelk li pey çareseriyekê yan sitarekê bigerin ku derdên xwe jê re vebêjin. +Yek ji wan sitaran, rûpela fermî ya Serokê Amerîka Barack Obama ye ku hinek welatiyên Başûr bi rêya wê rûpelê derdên xwe ji Obama re gotine… + + +Xarpêt (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê yê Bakûrê Kurdistanê di maleke xerabe de termên 3 xortan hat dîtin. + +Li bajarê Xarpêtê, îro (21.02.2014) serê sibê di maleke xerabe de termên 3 xortan hat dîtin. Li gorî agahiyên xizmên wan xortan 3 meh û nîv bû ew winda bibûn. +Navê ciwanan Mehmet Tag, Zûlkûf Bal û Bûrak Çîçek e. Mehmet Tah û hevalên wî 3 meh û nîv e ji mal derketine. Zivistanê jî, ji derve bûne. +Îro dema karkeran dixwestin wî xaniyê xerabe hilweşînin dibînin ku di malê de bêhnek heye. Piştre diçin dibînin ku 3 term ketine ser hev û temenê wan jî di navbera 17- 20 salan de ye. + +Li gor rapora polîsan di zivistanê de ji ber ku xwe germ bikin hatine ketine malê û bi komirê xwestine xwe germ bikin lê bi jehriya komirê jiyana xwe ji dest dane. +Hat diyar kirin ku cihê ku cesedên wan hatiye dîtin 20 kîlometre dûrî mala Mehmet Tag e. +Xizmên ciwanan diyar kirin ku xemsariya ewlehiyê heye. Hat diyar kirin ku ji ciwanan yek ji navçeya Maciranya ji eşîra Bêrîtana ye. Yek ji Depê yê din jî ji Palûyê ye. + + +Celewla (Rûdaw)- Îro sibehê çend xalên kontrolê yên Artêşa Iraqê li bajarokê Celewalyê yê ser bi qeza Xaneqînê ketin destê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û di encam de rêveberê polîsê hawarçûnê yê Celewlayê hat kuştin. + +Rêveberê polîsê nehêştina tawanan ên Xaneqînê Ferhad Rifeit ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Dema rêveberê polîsê hawarçûnê yê Celewlayê Farûq Temîmî bihîst ku çend xalên kontrolê yên hêzên wî li ser rêya navçeya Îmam Weyis ketine dest çekdarên DAÎŞê, yekser hêzek bire navçeyê li nêzîk nahiyaya Şareban ji bo ku wan xalan ji destê DAÎŞê rizgar bike";. + +Rifeit diyar kir ku Temîmî di şerê ligel çekdarên DAÎŞê de bi guleya nîşançiyekî îro saet 6ê sibehê bi dema Hewlêrê hat kuştin. + +Rêveberê polîsê nehêştina tawanan ên Xaneqînê herwiha got ku heta niha şer di navera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAÎŞê li wê navçeyên berdewam e. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li gundê Naveroja yê Şemzînanê piştî hemwelatiyên sînor derbas kirin û vegeriyan gundê xwe di navbera wan û leşkeran de pevçûn derket. Di pevçûnê de 8 kes birîndar bûn. + +Li gundê Naveroja yê Navçeya Şemzînan a Colemêrgê, duh di navbera leşker û hemwelatiyê de alozî derket. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, 2 hemwelatî bi kevirên ku li serê wan ket birîndar bûn. + +Di nûçeya de derbarê bûyerê de wiha hatiye gotin: ";Hemwelatî ji bona ku biçin cem xizmên xwe sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin. Lê dema vegeriyan leşker xwestine wan binçav bikin. Hemwelatî jî bertek nîşandan û nîqaş derket. Piştî nîqaşê leşker çek bi kar anîn û gule berdan hewa û di navbera wan û hemwelatiyan de şerê bi kevir û daran destpêkir";. + +Di şer de 6 leşker birîndar bûn û 4 ji wan bi helîkopteran rakirin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê. 2 leşker jî bi ambulansê şandin nexweşxaneya dewletê ya Şemzînanê. + +Hemwelatiyê bi navê Ferheng Dinç ê bi kontara tifingê birîndar bû şandin Ocaxa tenduristiyê ya Rûbarokê. + +Hat zanîn ku piştî bûyer bi dawî bûn tîmên taybet şandin herêmê û gund niha di navbera dorpeçê de ye. + +Bi sedan leşker sewqî herême hatin kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl aşkere kir ku wî ji serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwestiye ku bên bi hev re rejîmê ji Rojavayê Kurdistanê derbixin, lê wan ti bersiv neda. + +Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ligel malpereke nêzîkî PYDê behsa hevdîtinên ku di dawiya kanûna 2013an de li Hewlêrê di navbera ENKSê û PYDê de bi navbeynkariya parlamentera serbixwe ya kurd Leyal Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemîr pêk hatin, kir. + +Xelîl diyar kir wî di hevdîtinan de wiha ji nûnerên ENKSê re gotiye ";Hûn pir niştiman perwerbin û hebûna rêjîmê ya li Qamişlo qebûl nakin, biryara xwe ya derxistina rêjîmê bistînin û emê jî bi were bisekinin";. + +Aldar Xelîl herwiha got ";Raste hîn hin herêmên ewlekarî yên rêjîmê li Qamişlo û Hesekê hene, ev raste, lê nayê wê wateyê ku em rêveberiya xewseriya demokratîk bi hebûna leşkerên rêjîmê di van deveran de girêbidin";. + +Endamê desteya rêveber ya TEV-DEMê tekîd kir ku xweseriya demokratîk ne bi armanca veqetandina ji Sûriyê û ne ji bo bi şidet û hêzê rêjîm ji herêmê derbixe hatiye avakirin. + +Derbarê xwepêşandana roja çarşemê de ya ku ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo ku wek paytexta rêveberiya xweseriya demokratîk hatiye destnîşankirin, derket Xelîl wiha got: ";Me pirsa wê xwepêşandanê kir, piraniya kesên meşiyan xwendekar bûn. Dema xwendekarên ji şêniyên herêmê bimeşin û çi druşman yan pankartan rakin ne ji mafê me ye ku em qedexe bikin";. + +Li ser mijara ciwanê bi navê Reşwan Etaş Beko yê ku roja 18/2/2014 li navenda asayişa PYDê li bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, Xelîl got: ";Bûyera mirina Reşwan Beko em xemgîn kirin. Dadgehên taybet dê derbarê mijarê de lêkolînan bike. Dema sedem bê zanîn dê rêveberê asayişê di wê herêmê de bê darizandin";. + +Endamê desteya rêveber ya TEV-DEMê behsa danûstandinên Cenêv2 yên di navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de kir û got ";Cenêv-2 li ser bingehek şaş hat avakirin. Ji ber ku opszîsyona bi awayekî lawaz û belav tevlî civînê bû ne ji aliyê ereban û ne jî ji aliyê kurdan nûnertiya gelê li kolanê dikin";. + +Derbarê şanda opozîsyonê yak u 5 nûnerên Kurdan jî tê de cih digirt, Aldar Xelîl got ";Opozîsyona ku di danûstandinên Cenêvê de beşdar bû li ser erdê nikarîbû tiştekî bike û tiştek di destê wan de tine ye. Ji aliyê Kurdan ve jî ti hebûna kurdan di Cenêvê de tine bû";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku xweseriya demokratîk ku ew dixwazin li Bakurê Kurdistanê pêk bînin ne li dijî destûra bingehîn a Tirkiyê û peymana mafê mirovan yên cîhanî ye. + +Demîrtaş li bajarê Amedê ji raya giştî re axifî û got ";Çima dema ku gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe binvîse û bixwîne, partiyên Tirk qiyametê radikin, ev zimanê gelê Kurd e û Kurdistan jî welatê wan e";. + +Selahedîn Demîrtaş herwiha got ";Tirkiye ne welatê milkê ti kesiye, yê hemû gelên lê dijiye û Kurd ne amide ne ku ji bo hin kes li Tirkiyê ji zimanê kurdî acizin dev ji zimanê dayika xwe berdin";. + +Hevserokê BDPê da zanîn ku her car ew tînin ziman ku ew ne cudaxwazin, lê ew tişt nayê wateya ku ewê ji asimlasyon û înkarkirina gelê Kurd û zimanê wî re serî xwe deynin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ragihand ku êrîşa li Şemzînanê ya li dijî AKPê pêk hatiye, ji aliyê ";hêzeke tarî"; ve hatiye kirin. + +Rêveberê BDPê li bajarê Colemêrgê Rehmî Kurt ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Êrîşa li dijî namzet û cemawerên AKPê li Şemzînanê pêk hatiye, ji aliyê hêzeke tarî ya nediyar ve hatiye kirin";. + +Kurt diyar kir ku BDPê hemû endam û alîgirên xwe hişyar kirine ku dibe ku hinek kes li dijî pêvajoya aştiyê û hilbijartinê bi awayekî pirovakasyon hin kiryaran bikin û ev êrîş yek ji wan pirovakasyonan e. + +Berpirsê BDPê li Colemêrgê destnîşan kir ku li ser sînorê Şemzînan li gundê Naveroja di navbera gundiyan û mîvanên ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur bûbûn li aliyekî û leşkerên Artêşa Tirkiyê li aliyê din pevçûnên bi keviran rû da, 2 gundî û 6 leşker birîndar bûn. + +Duh li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dema ku namzetê AKPê Fikrî Algul û cemawerê partiya xwe hilmetên hilbijartinê dikirin, kesekî nediyar gule berdan wan û 2 kes ji alîgirên AKPê birîndar bûn. Polîsên navçeyê jî lêkolîn derbarê bûyerê de destpêkirine. + +Wan (Rûdaw)- Li gundê Îlîha navçeya Westana Wanê 2 sal berê di dema çêkirina dibistanê de hestî hatin dîtin. Tê pêşbînîkirin ku hestî yên Ermeniyan e û ji ber xemsariya rayedaran 2 sal in hestî li holê hatine hiştin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, berî 2 salan li gundê Îlîha di dema çêkirina dibistana gund de hestiyên mirovan hatin dîtin, lê ev 2 sal in hestî li holê mane û nehatine veşartin. + +Piştî ku berf heliya hestî careke din derketin holê. Xwendevanên ku diçin dibistanê di dema navbera dersan de rastî hestiyan tên. Tê gotin ku gelek xwendevan ji ber ku ji hestiyan ditirsin, naxwazin biçin dibistanê. + +Niştecihên gund diyar kirin ku ev demeke dirêj e hestî li holê hatine hiştin û ev yek şerma mirovahiyê ye. + +Hem welatiyan diyar kirin ku piştî bûyer di çapemeniyê de cih girt, kesekî ku welatiyên gund nas nakin, hatiye cihê bûyerê çend hestî û tasa seriyan biriye. Gundiyan bang li rayedaran kirin ku bila hestî bên binaxkirin. + +Qaymeqamê Westanê Nedîm Akmeşe diyar kir ku derbarê mijarê de serlêdan çênebûye û dê di demeke herî kurt de bi mijarê re eleqedar bibin. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê ragihand ku hêzên wan grûpeke ku xelk direvandin li Hewlêrê girtin. + +Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet îro di kongreke rojnamevaniyê de derbarê azadkirina hemwelatiyekî ku ji aliyê grûpekê ve li bajarê Hewlêrê ve hatibû revandin de got ";Grûpa ku ew hemwelatî revandibû 80 hezar dolar ji malbata wî xwestibû ji bo ku wî azad bikin";. + +Telhet herwiha got ";Roja 16/2/2014 em hatin agehdarkirin ku hemwelatiyek li nav bajarê Hewlêrê hatiye revandin û piştî çavdêriyeke zêde me karî di rêya mobayl re 2 ji wan tawanbaran, ku jin û mêrek bûn, li nav avahiya Tablo Mall li Hewlêrê bigirin";. + +Telhet diyar kir ku pişt re cihê ku ew hemwelatî tê de hatibû desteserkirin hat naskirin û di cih de polîsên nehiştina tawanan ew cih kontrol kirin. + +Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê bal kişand ku 2 tometbarên din jî hatin girtin û pişt re ew hemwelatî jî hat azadkirin. + + + +Efrîn (Rûdaw)- Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 11 kesên ku ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed derketibûn xwepêşandanê, ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatin girtin, piştre 3 ji wan hatin berdan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku roja şemiyê ya borî (15/2/2014) li navçeya Mabata ya Efrînê 11 xort serdana qebra Yaxmir Dede, ku mezareke Elewiyan e (2 km dûrî Mabata) kiribûn û ji bo baran bibare li wê mezarê nimêj kiribûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku piştî nimêja xwe xelas kirin, ew 11 xort xwepêşandan kirin û piştgiriya xwe bo serokê Sûriyê Beşar Esed anîn ziman û xwepêşandana wan bê ti astengî derbas bû. + +Peymanêrê Rûdawê got ku piştî ew xort vedigerin malên xwe, ji aliyê asayişa PYDê ve têne binçavkirin û tenê 3 xort tên berdan û yên din têne girtin Ew 8 kesên ku di girtîgeha asayişa PYDê de ne temenê wan di bin 16 salan re ye. + +Gundê Mabata şêniyên wê bi temamî Kurdên Elewî ne û alîgirên gellek partiyên Kurd tê de hene. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ku wek baskê çekdarî yê PKKê tê naskirin, ragihand, artêşa Tirkiyê li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyon û bombebaranê kiriye û hêzên wan jî bersiva didin. + +Alozî û pevçûna navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê ku ji roja 17ê Sibata îsal li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê û li ser sînorî navbera Başûr û Bakûrê de dest pê kiribû, her ku diçe germtir û berfirehtir dibe. + +Li gorî ANFê, HPGê îro (22.02.2014) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê ji duh (21.02.2014) ve bi tundî deverên Heftanîn, Metîna û Koxê Spî dide ber bombeyan û heta niha jî operasyon didome. + +Li gorî daxuyaniyê, hêzên PKKê jî li hinek cihan bi taybet li devera Heftanînê bersiva hêzên artêşa Tirkiyê dane ku dixwestin derbasî aliyê Başûr bibin. + +Her wiha hat gotin, balafirên sîxorî û keşfê li ser sînor digerin. + +Duh jî HPG û artêşa Tirkiyê hevdbû bi binpêkirina agirbestê û destpêkirina pevçûnan tohmetbar kiribûn. + +Di bûyerên duh ên gundê Naveroja yê Şemzîndan de jî 6 leşker û 2 gundî birîndar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ragihand ku hikûmetê daxwaza deyin ji Tirkiyê nekiriye û got, ew kesê ku ev îdia kiriye bila navê xwe eşkere bike. +Çend roj berê rojnameya Hawwlatî li ser zarê ";endamekî polîtburoya YNKê"; ragihandibû, ji ber qeyrana pere li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxwaza deyin ji Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan kiriye lê Erdogan ev daxwaza Barzanî red kiriye. +Di nûçeya Hawwlatî de hatibû gotin ku ";wî berpirsê YNKê nexwestiye navê wî were eşkerekirin";. +Li ser vê yekê, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, ew îdia red kir û ragihand, ew nûçe rast nîne ji ber ku di serdana Serokwezîr Barzanî ya Tirkiyê de tenê mijara hinartina petrolê hatiye gotûbêjkiirn û ti daxwaziyek wisa ji Erdogan nehatiye kirin. +Dizeyî diyar kir ku eger ew nûçe rast be bila ew endamê polîtburoya YNKê navê xwe eşkere bike û îdiaya xwe piştrast bike. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê mamostayek li mala xwe de mirî hat dîtin. Tê gotin wî mamostayî xwe xeniqandiye. +Îro danê êvarê li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê, mamostayek li mala xwe de mirî hat dîtin. +Derbarê bûyerê de berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed, ji Rûdawê re got, wî mamostayî li mala xwe de bi kindir xwe xeniqandiye. +Serkewt Ehmed anî ziman ku ew mamosta sala 1988 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û mamostayê qonaxa seretayî bû, beriya çend rojan neştergeriya mêjî hatibû kirin û rewşa wî ya derûnî baş nebû. +Li gorî wî berpirsê polîs, dema dê û bavê diçin derve ew jî xwe bi kindir xwe dixeniqîne. +Hat zanîn, termê wî mamostayî bo lêkolînê şandin pijîşkiya dadê. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zaniyariyên ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, di kabînbeya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, her sê wezaretên Darayî, Navxwe û Pêşmerge hatin parvekirin. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê, Wezareta Pêşmerge bo Partiya Demokrata Kurdistanê, Wezareta Darayî bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Wezareta Navxwe jî dê ji Tevgera Gorranê re be. + +Ev lihevkirina partiyên Başûrê Kurdistanê li ser parvekirina hinek wezaretên hikûmetê di demekî de ye ku 5 meh bi ser hilbijartinên roja 21ê Îlona 2013an ên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe. +Di hilbijartinan de, PDK yekem, Tevgera Gorran duyem û YNK di rêza sêyem de cîh girtin, partiyên îslamî jî di rêzên çarem û pêncem de cîh girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, ragihand ku wan bajarokê Til Birakê û 17 gundên derdora wê ji bin destê çekdarên radîkal derxistin û xistin bin kontrola xwe. + +YPGê daxuyaniyek derbarê şerê wan ê ligel çekdarên Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam li bajarokê Til Birakê belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di wî şerî de 50 çekarên radîkal hatine kuştin û cenazeyên 16 kesan di destê YPGê de ye, herwiha 42 çekdar jî dîl ketin destê YPGê. + +Lê belê berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji rojnameya el-Şerq el-Ewset re got ku di şerê duh li Til Birakê de 27 çekdarên radîkal hatine kuştin. + +Rêdûr Xelîl li ser girîngiya Til Birakê jî axifî û got ";Kontrolkirina Til Birakê ne tenê ji ber cihê wê stratejîk e, lê belê ew bûbû navendek ji bo çekdarên ku hemwelatiyên sivîl ên Kurd dikuştin";. + +Di daxuyaniya navenda ragihandina YPGê de hatiye gotin ku di şerê Til Birakê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. + +YPGê di 26ê kanûna 2013an de operasiyonek dan destpêkirin û di nava çend rojan de got ku wê bajarokê Til Birak û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin. + +Lê di 7ê meha borî de YPGê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku operasiyona wê li Til Birak û Til Hemîsê bi dawî hat û hêzên wan ji wir vekişiyan. YPGê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike. + +Tevî ku YPGê heta niha bi awayekî fermî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê berê li Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dane aşkere nekiriye, lê di heftiya borî de cenazeyên 28 şervanên xwe yên ku di wî şerî de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Qamişlo veşartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirên sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl û Berhem Salih duh bi amadebûna Qubad Talebanî ligel kadirên pêşketî yên YNKê civiyan û behsa pirsgirênên partiyê kirin. + +Yek ji beşdarên civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Kosret Resûl û Berhem Salih bi aşkere behsa rewşa YNKê kirin û gotin ku wan projeyek daye Polîtbîroyê û li benda bersivê ne";. + +Derbarê amadebûna Qubad Talebanî de, ew kadirê ku di civînê de beşdar bû got ";Dibe ku beşdariya wî ji bo wê yekê be da ku peyama her du aliyan ji Hêro Îbrahîm Ehmed re bibe, ku ew daxwazên cîgirên sekreterê giştî qebûl nake";. + +Lê belê, Qubad Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ew yek red kir û got ";Ez kadirekî YNKê me û dema cîgirên sekreterê giştî civînekê ligel kadiran li dar dixin mafê min heye ez beşdarî civînê bibim";. + +Qubad Talebanî vê yekê wek mafê xwe bi tenê nizane û dibêje ";Her kadirekî YNKê mafê wî heye tevlî wan civînan bibe";. + +Qubad Talebanî bal kişand ku ew nizane pêwerên beşdariya kadirên YNKê di wan civînan de çi ne, lê got ";Rê ji bo min hatibû vekirin ku ez tevlî wê civînê bibim";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel serokên frakisyonên Kurd di nav Parlamentoya Iraqê de û serokên frkisyonên nav Parlamentoya Kurdistanê bicive. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn dê saet 11ê berî nîvro li avahiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê destpêbike. + +Di civînê de dê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi taybet budce û derengketina şandina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bê gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo ku helwesta xwe derbarê guhertinên li Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweseriya demokratîk de bigihîne wan, ligel partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dicive. + +Piştî ku duh şanda her 12 partiyên ENKSê ligel Komela Îslamî ya Kurdistanê civiya, biryar îro ligel çend partiyên din jî bicive. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda partriyên ENKSê dê îro ligel Partiya Komonîst a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran bicive. + +Partiyên ENKSê piştî ku roja înê daxuyaniyeke berfereh derbarê guhertinên dawî li Rojavayê Kurdistanê derxist û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kir, biryar da ku nêrîna xwe derbarê van guhertinan de bigihîne partî û aliyên siyasî yên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê. + +Partiyên ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew rêveberiya xweseriya demorkatîk ya ku PYDê û hevalbendên wê di dawiya meha borî li Rojavayê Kurdistanê de ragihandine nûneratiya wan nake û ";ne şeraî ye";. + +Di daxuyaniyê de PYDê bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku bi sedema biryar û gavên wan yên ji yek alî de, hemû rêkeftinên hevbeş ên navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî beşek jê ye, hatine jinavbirin. + +PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha çile ya borî de rêveberiya xweseriya demokrat li Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Li gor wê rêveberiyê, Rojavayê Kurdistanê li ser her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine naskirin, hat parvekirin. Li her kantonekê hikûmeteke ji serok û 2 cîgirên wî û 22 wezîran hat avakirin. + +Mûş (Rûdaw)- Li gundê Kimsorê yê Mûşê ji ber ku dibistanên navîn û lîse tine ne, malbat zarokên xwe tenê 4 salan li dibistana seretayî didin xwendin. + +Li Gundê Kimsorê yê girêdayî navenda Mûşê ku 40 kîlometre dûrî bajar e, ji ber ku tenê dibistana seretayî heye û dibistanên navîn û lîse tine ne, malbat tenê zarokên xwe 4 salan didin xwendin. + +Li gundê Kimsorê ku nêzî 500 nifûsa wî heye, hemwelatî nikarin zarokên xwe bişînin dibistana navîn û lîseyê. + +Li go nûçeya DÎHAyê, rêveberê perwerdeya Mûşê Alî Tatli her çend soz dabe hemwelatiyan ku dê dibistanekê ava bikin jî hêj dibistana navîn û lîse nehatiye avakirin. + +Ji ber ku li gund tenê dibistana seretayî heye, zarok tenê 4 salan dibistanê dixwînin. + +Herwiha nêzîkî 50 xwendekarên 2 mezrayên girêdayî Kimsorê ew jî nikarin biçin dibistanên navîn û seretayî. Xwendekarên ku ji mezrayan tên gundê Kimsorê her rojê 3 km tên û 3 km vedigerin mezrikên xwe. 38 xwendekarên mezrika jorîn a gundê Kimsrore zahmetiyên mezin dijîn. + +Mamosteyê dibistana seretayî ya gundê Kimsorê Îdrîs Ustundag anî ziman ku dewlet li vir sûc dike û tiştek bi serê zarokan bê berpirsiyarê vê yekê dewlet e. + +Hemwelatiyê gundê Kimsorê Şahin Kizilsoy jî got ku zarok her roj 3 km diçin û 3 km tên û ev ji bo wan pir zehmetiyeke mezin e. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh yekşemê polîsê Hewlêrê di kongreke rojnamevaniyê de girtina grûpeke ku xelk direvandin li bajarê Hewlêrê ragihand. Ew grûp ji 4 kesan pêk tê û du ji wan jin û mêr in. + +Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêr, jina ligel wê grûpê baştirîn alav bû ji bo ku nêçîra xwe bixine davkê, ji ber bi gotina rêveberê polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet ";Jin ligel wî kesê revandî li hev kiribû ku her karekî jin û mêr dikin dê ew jî bi hev re bikin";. + +Lê kesê ku hatibû revand vê yekê red dike û dibêje wî ti li hev kirineke wiha ligel jinê nekiriye û dibêje ";ez li ser rêya hecê me";. + +Ew kesê hatibû revandin di programa Saet8 a televizyona Rûdawê de hûrgiliyên bûyera revandinê aşkere dike. + +Li vîdyoyê binêre û bibihîse bê bûyer çawa çêbûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê red dike ku rê li hatina hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hatibe girtin û tekîd dike ku ";hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hertim deriyê wê vekiriye";. + +Di çend rojên borî de televizyona Rûdaw di bultena taybet bi Rojhilatê Kurdistanê de raportek belav kir û tê de behsa jiyana çend malbatên kurdên Rojhilatê Kurdistanê hatibû kirin ku li ser sînorê navbera Iraq û Urdunê di rewşeke ne aram de dijîn. + +Di raportê de hatibû gotin ku wan malbatan xwestine bêne nav Herêma Kurdistanê, lê rê li ber wan nehatiye vekirin. + +Wezareta Navxwe derbarê vê raportê de daxuyaniyek belav kir û tê de ev 3 xal hatine destnîşankirin: + +1-Ev çend salin gelek malbatên Kurdistana Rojhilat li kampeke nêzîk bajarê Rumadî hatibûn bicihkirin û piştî hilweşandina rejîma Baes beşek ji wan hatine nav Herêma Kurdistanê û bi awayekî birêz hatin pêşwazîkirin û li kampa Kawe li nêzîk nahiyeya Qoştepe li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatin bicihkirin. + +2-Ew malbatên nehatine herêmê bi hêviya ku ji Iraqê derbikevin, di rêya rêxistina Neteweyên Yekbûyî re kampek bi navê (Eltaş) ji wan re hatiye vekirin û hinek ji wan çûne welatên Ewropa û Awstraliya û mafê penaberiyê wergirtine. Yên din li benda bersiva UNHCR in daku wan bişînin welatekî sêyem wek penaber. + +3-Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hertim deriyê wê li ber wan hemwelatiyên birêz ên Rojhilat vekiriye. Her demeke ku ew bixwazin li Herêma Kurdistanê niştecî bibin dê tedbîrên yasayî li ofîsa koç û koçberan ji bo wan bêne standin û dê rêz li wan bê girtin wek yên berê ku niha li nav Herêma Kurdistanê jiyana xwe derbas dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê yekem yê Sekreterê Giştî yê Yakîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî, ragihand ku ";Niha derfeteke baş hatiye pêş gelê Kurd"; wek amajeyekê bo avakirina dewleteke Kurdî serbixwe, herwiha balkişand ku ";Ti milete nîne ku nifûsa wî 50 milon kes be û kiyaneke wî ya taybet nebe."; + +Ev gotinên Kosret Resûl Elî di çarçoveya civînekê de ligel her 11 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro, 23.02.2014, li bajarê Hewlêrê, hatin. + +Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Kosret Resûl Elî, di civînê de behsa rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin û ji aliyê xwe Kosret Resûl amadeyiya pêdana ";Her alîkarî û piştgiriyek bo Kurdên Rojava derbirî."; + +Di civînê de jî Kosret Resûl daxwaza yekrêziyê ji part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir û got: ";Pêwîste hemû part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê sûdê ji ezmûna Başûrê Kurdistanê werbigrin û bi tebabî û yekrêzî hewla bidestxistina mafên gelê Kurd bidin."; + +Di beşekî din ji gotinên xwe de Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê got: ";Arîşeya Kurd li her cihekî, yeke, niha jî derfeteke baş bo Kurdan hatiye pêş, ez hêvî dikim ku bikaribin bi yekrêzî û bi awayekî jîr mamele ligel bikin û bighine hêviyên dîrokî yên gelê me yê Kurd."; + +Herihw Kosret Resûl Elî balkişandiye ku ";Ti miletek nîne ku nifûsa wî 50 milon kes be û kiyaneke wî ya taybet nebe."; + +Her li gorî daxuyaniyê, şanda partiyên ENKSê behsa arîşe û nakokiyên di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de kirin, û daxwaz ji Cîgirê yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê kirin ku rolekê di çareserkirina wan arîşe û nakokiyan de bibîne. + + + +Îzmîr (Rûdaw)- Rêveberên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) li Îzmîrê ku xwestin ofîsa xwe ya hilbijartinê vekin, rastî êrîşa hejmarek kesên nijadperest hatin û di encam de 2 kes birîndar bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, bi hezaran kesên nijadperest li qada ofîsa hilbijartinê kom bûn. temaşe dikin. Li aliyê din endamên HDP'ê di buroya hilbijartinê de asê man. + +Rêveberên HDPê yê Îzmîrê xwestin di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî de, li qada Urla ya Îzmîrê ofîsa hilbijartinê vekin, lê ew rastî êrîşa komek nijadperestan hat. + +Koma ku alên Tirkiyê vekir û siloganên ";Em leşkerên Mustafa Kemal in"; û ";Her tişt ji bo welat"; gotin, bi kevir û daran êrîşî endam û rêveberên HDPê kirin. + +Her li gor heman ajansê, ";koma nijadperestan camên otobusên HDPê şikandin û 2 kes birîndar kirin. + +Herwiha xwestin namzetê hevşaredarê Îzmirê Osman Ozçelîk û endamên komê lînç bikin";. + +Li aliye din gelek hêzên çevîk ên polîsan li qada Urla kom bûn û bombeyên gazê avêt koma nijadperestan. Di nûçeyê de hatiye gotin ku polîsan gotin ";Em nikarin tiştekî bikin";. Û niha endamên HDPê di ofîsa hilbijartinê de asê mane. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê şer di navbera hêzên Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê derket û bi navbera ji duh de didome. + +Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye di daxuyaniyekê de ragihand ku di şerê li ser sînorê gundê Roboskê de 2 leşker hatin kuştin. + +Li gor ajansa DÎHAyê, ji ber ku di 17ê sibatê de li qada Koxespî avakirina ";Rêya Ewlekariyê"; berdewam kiribû, maşîneyên kar rastî êrîşa tacîzê hatibû û pevçûn derketibû. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku duh leşkerên artêşê bi guleyên obusê û topên hewanê herêma endamên HPGê dan ber bombeyan. + +HPGê derbarê bûyerê de îro daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di operasyona ku duh li ser sînorê di navbera Roboskê û herêma Heftenînê de hatibû lidarxistin de pevçûn derketiye û 2 leşker hatine kuştin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin êrîşê heya roja 23yê sibatê di demjimêrên nîvro de bi navber berdewam kiriye. + + + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê 17 şaxên Komeleya Mafên Mirovan ên li Bakurê Kurdistanê, li ser rewşa dawî ya pêvajoya aştî û çareseriyê daxuyaniyek dane çapemeniyê. + +Di daxuyaniyê de serokên şaxên Komeleya Mafên Mirovan ên li Bakurê Kurdistanêne xwestin ku demildest gavên ber bi çav werin avêtin. + +Şaxên komeleyê hişyarî dan û gotin ku metirsiya wan ewe ku tevgerên leşkerî yên li herêmên Botan û Colemêrgê dîsan şer û pevçûnê bide destpêkirin. + +Ji ber vê yekê jî şaxên Bakurê Kurdistanê xwestin ku Parlamentoya Tirkiyê tevlî pêvajoyê bibe û di derbarê pêvajoyê de rêkûpêkkirinên yasayî çêbike. + +Di daxuyaniyê de wekî pêdiviya pêvajoya aştî û çareseriyê azadiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî ji bo aştiyeke mayînde hate xwestin. + + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê digel qedexeyên li ser zimanê kurdî, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û partiyên din pankart, afîş û belavokên xwe ligel tirkî bi kurdî jî amade kirine. BDPê îsal jî ligel tirkî dîsa zimanê kurdî bikaranî. + +Li Amedê piştî BDPê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî dest bi propagendaya bi kurdî kir. Li gelek kuçe û kolanên sereke yên Amedê AKPê bi zaravayê kurmancî û zazakî pankart û afîş daliqandin. + +Afîşên berê yên tirkî ku li ber avahiya AKPê Amedê bûn hatin rakirin û di şûna wan de afîşên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin. + +Namzetên AKPê yên şaredariyan Galîp Ensarîoglu û Sebgetullah Seydaoglu jî afîşên xwe bi kurdî amade kirin. + +Cara yekemîn e ku piştî BDPê, AKPê jî di hilbijartinan de propaganda û danasîna xwe bi kurdî dike. + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li sînorê bajarê Nisêbînê mayîn teqiya û di encamp zarokê 12 salî birîndar bû. + +Birayê wî zarokî diyar kir ku li qada mayîn lê teqiya ti tabloyên hişyariyê û alavên ku rê li pêş qadê bigire tine bû. + +Li ser sînorê navbera Nisêbîna Mêrdîn û Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê teqîn pêk hat. Di teqîna mayînê de zarokê 12 salî L.Ç, birîndar bû. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, zarokê bi navê L.Ç. yê li taxa Zeynelabidîn a Nisêbînê dijî, li qadê dilîst rastî mayînê hat û mayîn teqiya. L.Ç ku ji aliyê birayê wî û hemwelatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, pişt re ew birin Nexweşxaenya Zanîngeha Dicle li Amedê. + +Birayê L.Ç anî ziman ku wan dema li qada bi mayîn dilîst teqîn pêk hat û li qadê ti tablo û stara li pêş qada bi mayîn tine bû. + +Birayê wî wiha got: ";Ez û birayê xwe û hevalên din bi hev re dilîstin. Wê demê birayê min çû qada bi mayîn. Di wê demê de teqîn pêk hat û birayê min di nava xwînê de ma. Piştî teqînê me xeber da hemwelatiyan. Di teqînê de piyê birayê min perçe bû";. + +Birayê L.Ç, Aziz Ç. jî anî ziman ku dewlet bi zanebûn herêmê paqij nake û derdora qada bi mayîn vekirî dihêle û wiha got: ";Zarokên li herêmê her dem di bin gefa mirinê de dijîn. Ger ku birîna wî sivik bûya ewê nebiribane Amedê";. + +Dayika L.Ç. Behiye jî anî ziman ku wê ji hevalên wî bihîst ku kurê wê birîndar bûye û wiha got: ";Ez çûm nexweşxaneyê, lê polîsan nehişt ez kurê xwe bibînim. Em sînor û mayînên dewletê naxwazin";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet, her roj bi dehan made û fîlman ji saziyên ragihandinê re peyda dikin û dibe rojeva gelek televizyon û rojname û kovaran. + +Li nava kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, hin koçber hene li nûçeyên derbarê rewşa Sûriyê bi giştî de dinêrin û guhdar dikin. + +Lê belê hin koçber hene bi tenê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê yên ku di medyaya kurdî û erebî de belav dibin, dioşpînin û girîngiyê pê didin. + +Hinek koçber jî dibêjin ew bûyerên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê naşopînin û ew li wan televizyonan dinêrin ku nûçeyên zêdetir li ser kampan û rewşa koçberan belav dikin. + +Berûvajî van hemûyan, gelek koçber dibêjin li Sûriyê bi tenê bûyerên kuştin û revandin û wêrankirinê hene, lewma ew naxwazin ti carî li nûçeyên Sûriyê binêrin. + +Êş û azarên gelên Sûriyê ev nêzîkî 3 salane berdewame û êdî dîmenên kuştin û xwînê li wî welatî bûne beşek ji jiyana rojane ya xelkê û dema navê Sûriyê tê bihîstin, êdî mirov dizane ku mesele kuştin û wêrankirin e. + + + +Enqere (Rûdaw)- Tê çaverêkirin şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) di hefteya yekê ya adarê de biçin Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hat zanîn ku Ocalan dê ji bo Newrozê peyamê bişîne. + +Şanda BDP û HDPê herî dawî di 8ê sibatê de hevdîtin ligel Ocalan pêk anî û li bendê ye ku şand di hefteya ewil a adarê de biçe Îmraliye û dîsa hevdîtin pêk bîne. + +Wekîlên Koma BDPê Îdrîs Baluken û Pervin Buldan piştî hevdîtinê li meclisê civîn pêk anîbûn û xwestibûn ku ji bo pêvajo peş bikeve 3 şertên ku Ocalan pêşkêş kiriye bi yasayan bêne misogerkirin. + +Heta niha hikûmeta Tirkiyê ji bo van daxwazan ti gav neavêtiye. + +Li bendê ye ku şanda BDP û HDPê di adarê de biçe Îmraliyê û derbarê geşedanên dawî de nirxandinan bigirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, tê pêşbînîkirin ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de peyamekê bişîne. + + + +Silêmanî (Rûdaw)- Îro nîvro 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê pêkhatin. + +Rêveberê keşnasiya parêzgeha Silêmaniyê Dara Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro duşemê 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê û derdora wê pêkhatin, lê ti ziyanên wê yên canî û amdî nebûn. + +Hesen diyar kir ku erdhej saet 11.59 deqe (bi dema Hewlêrê) bi tunduya 3.5, 12.01 deqe bi tundiya 3.3 û 12.26 deqe bi tundiya 3.2 li ser pîvera Rexterê bûn. + +Çavkaniyekê ji Navenda Hawarçûnê ya Pênciwênê ji Rûdawê re ragihand ku erdeh ne tund bûn. + +Sebîh Hoser + +Almanya(Rûdaw) - Şeva 12ê Çileyê ҫar ciwanên alman êriîşî navendeke hewandina penaberan li bajarokê Almanya Wohra yê nêzîkî Marburgê kirin. +Êrişa ku derdora demjimêr 4:20 de destpêkirî, zêdetirî 30 xulekan dom kir û êrişkar beriya polîs bigihijin cihê bûyerê ji wir reviyan. Di êrişê de jalouzîn (perde), pencere û derî hatin şikandin. Di êrişê de kesek birîndar nebû, lê jineke ducanî ji ber ku di dema êrişê de kete stresê ji bo lêkolînê birin nexweşxaneyê. +Derdora 50 penaberên kurd, iraqî, îranî, afganî, pakistanî û somalî di vê navenda hewandina penaberan de dijîn. Ciwanên êrişkar, ên rojekê piştî bûyerê xwe radestî polîsan kirîn, gotin ku ew ne nijadperest in, lê êriş di bin bandora şerabê de kirine û navenda hewandina penaberan jî bi tesadufî buyê armanca wan. +Li gor rojnameya Frankfurter Rundschau êrişkarekî meha Kanûnê, dema di ber navenda hewandina penaberan re derbas dibe, sloganên dijzagonî qêriyaye û silaveke dijzagonî daye. Li Almanyayê herî zêde ji bo sembolên Naziyan peyva dijzagonî tê bikaranîn. + +Piştî êrişê hevgirtina li dijî rastgiran ku ji gellek kom û partiyên ҫepgir, demokrat û sendîqeyan pêk te, du caran serdana penaberan kiriye. +Angelika, endameke hevgirtinê, dibêje ku wan piştî bihîstina bûyerê roja yekşemê ji bo cara yekemîn serdana penaberan kir: ";Dema em gihiştin wir polîsan nasnameya me lêkolîn kirin û gotin me baştir e hûn neҫin hundir. Lê me rêya xwe berdewam kir û em derbas bûn. Bi dîtîna pêşîn mezinahiya êrişê berҫav dibû. Gellek perde, derî û pencere hatibûn şikandin. Tamîrvan, penaber û zarokên wan, şaredarê bajarok û xwediyê xênî diҫûn û dihatin. +Em bi ҫend penaberan re li ser êrişê axivîn. Wan dixwest fêm bikin ka her ҫar ciwanan ji bo ҫi êrîş kirine."; +Angelika got ku ev ne êrişeke tesadûfî bû, lê yeka nijadperestî bû: ";Wan bi zanebûn ev navenda hewandina penaberan kirine armanca êrişa xwe. +Eger wan ev êriş di bin bandora şerabê de pêk anîban, wanê piştî demekê dev ji êrişa xwe berdaban. Lê ew ketin hundir û hemû deriyên malên penaberan şikandin û gotinên ne xweş ji penaberan re gotin, gef li wan xwarin û dengê qêrîna zarokan kirin. Ji bo êrişeke nijadperestî ne pêwist e ku kiryar bi rêxistinkirî bin."; + +Dosya êrişe xelas bûye û niha li ber destê dozger e. Te payîn ku di demeke nêz de doz li êrişkaran bê vekirin. Ji bo şermezarkirina êrişên salên borî gellek komên demokrat û ҫepgir roja 22yê Sibatê banga xwenîşandanekê li bajarê Friedensdorfê dikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara sala 2011an de û heta niha, çend rêkeftin di navbera xwe de îmze kirin, lê belê ew rêkeftin li ser erdê nehatin cîbicîkirin û bi tenê li ser kaxazan man. + +Li Rojavayê Kurdistanê niha partiyên siyasî li ser du eniyan hatine parvekirin, eniya yekem a Encûmna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye ku ji 12 partiyan pêk têk û eniya duyem jî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e ku ew jî çend partiyên din piştgiriya wê dikin. + +Ew her du enî ji destpêkê de nakokî di navbera wan de hene. + +Di dawiya meha çile ya borî de, PYDê û hevalbendên wê rêveberiya xweseriya demokrat li Rojavayê Kurdistanê ragihandin û hikûmet û parlamento li her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ava kirin. Piştî wê bi çend rojan nûnerên ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê de tevlî kongreya Cenêv2 bû. + +Ji ber van her gavan, nakokiyên di navbera PYDê û ENKSê de kûrtir bûn û gihişte radeya ku PYDê biryarê bide hemû saziyên xwe yên ku berê bi ser Desteya Bilind a Kurdî (DBK) dihesibandin, êdî bi rêveberiya xweseriyê ve girê bide û rêveberiya deriyê Sêmalka jî ku ji aliyê komîteyên hevbeş ên ji her du aliyan ve dihat birêve birin, wê jî bi hikûmeta kantona Cezîrê vê girê bide û nûnerên ENKSê ji rêveberiya derî derektin. + +Bi vê yekê jî Desteya Bilind a Kurd a ku tek rêya hev girêdana ENKSê û PYDê bû, di pratîkê de hat hilweşandin û êdî her du alî ji hev qut bûn. + +Niha PYDê û hevalbendên wê ji aliyekî de û partiyên ENKSê ji aliyê din de li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi partiyên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê pêk tînin û her aliyek ji wan gilî û gazinan ji yên din dike. + +PYDê ku wek baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ligel hevalbendên xwe yên di kantona Cezîrê de, ev çend rojin li bajarê Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî û çend partiyên din civiya, herwiha li Qendîlê ligel rayedarên KCKê jî civiyane û dixwazin piştgiriyê ji bo rêveberiya xweseriyê berfreh bikin. Lê heta niha nehatine Hewlêrê û ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku mezintirîn partiya Başûrê Kurdistanê ye ne civiyane. + +Wezîrê Derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin ligel PDKê bicvin û got ";Giraniyeke nêrîna PDKê li cem heye û cenavê serok Mesûd Barzanî him wek serokê PDKê û him jî wek serokê Herêma Kurdistanê xwedî giraniyekê ye û her kes li Rojavayê Kurdistanê lê guhdar dike. Em dixwazin car din ew di navbera me û ENKSê de bibe navbeynkar ji bo ku yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk were."; + +Li aliyê din, partiyên ENKSê jî ev çend rojin li Hewlêr û Silêmaniyê ligel YNKê, Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partiyên din dicivin. Di destpêkê de jî ligel serokê Herêma Kurdistanê jî civiyan. + +Partiyên ENKSê ku roja înê ya borî daxuyaniyeke berfereh derxistin û tê de rexneyên tund li siyaset û gavên PYDê li Rojavayê Kurdistanê kirin, nêrîna xwe derbarê vê yekê de ji partiyên Kurdistanî re şirove dikin. + +Heta niha partiyên ENKSê biryar nedane bê ewê ligel KCKê jî bicivin an na, lê belê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd ku yek ji partiyên ENKSê ye, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got ku ewê ligel hemû partiyên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bicivin û nêrîna xwe derbarê kar û reftarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bigihînin wan. + +Heta niha 3 caran Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û PYDê de bûye navbeynkar. Herî dawî jî di kanûna borî de kesatiya Kurd Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî wek navbeynkarê ketin navbera her du aliyan. Tevî ku her carekê ENKS û PYDê li hev dikirin, lê belê lihevkirina wan li ser erdê nedihat bicihkirin û bi tenê li ser kaxezan dima. + +Gelo wê vê carê partiyên Kurdistanî bikaribin her du aliyan carek din li hev bînin û eger ew li hev anîn dê bikaribin rêkeftin li ser her du aliyan ferz bikin yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa, dilgiraniya xwe himber nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de anî ziman, û daxwaz kir ku ew nakokî bên çareserkirin. + +Îro, 24.02.2014, Newşîrwan Mistefa ligel şandek ji partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ku ji 11 partiyan pêk hatibû, li baregeha serekî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê, civiya. + +Li gor malpera KNN, ";Newşîrwan Mistefa bi girîngî behsa rola Kurdên Rojavayê Kurdistanê di şoreşên Kurdan bi giştî de, û yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî kir, herwiha dilgiraniya xwe ji nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de anî ziman."; + +Ji aliyek din ve Mistefe daxwaz ji şanda ENKSê kir ku ";Nakokiyên xwe bidin alî û sûdê ji derfetên niha werbigirin û hemû alî bi hevre xwestekên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bidest bixin."; + +Herwiha Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê ragihand ku ";Siyaseta me ewe ku em destêwerdanê di karûbarên ti beşke din de nakin, lê em hemû hewlên xwe dikin jo bo jihev nêzîk kirina aliyan û parastina yekrêziya Kurdan."; + +Doh, 23.02.2014, heman şandê serdana Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl, kiribû û di hevdîtinekê de behsa nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, kiribûn. + +Kobanî (Hewlêr)- Piştî nemana çavdêriya hikûmeta Sûriyê û rawestandina karê şarederiyan, diyardeya lêkirina xanî û avahiyan bi awayekî çewt û li tersî plan û rêxistina şarederiyê li bajarê Kobanî berfereh bû, hin endeziyarên Kobanî simînerek ji bo rawestandina li ser vê diyardeyê bi alîkariya partiya Azadî ya kurd li bajarê Kobanî, lidarxistin. + +Di vê derbarê de endeziyar Besrî Şêx Berkel ji Rûdawê re got: ";Ji bo ku milet fêrbibe ku yasaya lêkirinê çiye, çiqas duriste ew lêke, çend qatan lêke, divê ew here cem endeziyarekî lêkolîneke lêkirinê çê bike, ne bi rengekî tevlihev lêke, wek nimûne divê xanî li şûna gulîstan û dibistanan lê nebin, divê agahî ji cihekî pispor werin girtin, armanca me ji vê simînerê ev bû."; + +Endeziyarên Kobanî di simînera xwe de ji beşdaran re diyarkirin ku sedemên lêkirina avahiyan li derveyî sîstema şarederiyê, çavtengî û timehiya kesên derûnlawaz û aborperestin, û ji bo rawestandina li hember wê diyardeya ku sîstema bajarê Kobanî xerab dike, hişmendî û alîkariya milet zor pêwist û girînge. + +Ji aliyê xwe, endeziyar Bekir Bekî got: ";Sedema lêkirina tevlihev li herêma Kobanî, yek jê timehî û çavtengiye, wv avahî bê sîstem radibin, her yek dixwaze zengîn bibe, hewşa xwe dide peymankarekî û lêdike, 4 qatan lêdike, ger ku avahî di navhev kevin an nekevin navhev ne xeme, ger ku kolan mezin be an biçûk be, ji wan ferq nake."; + +Di dema desthilatdariya rêjîma Sûriyê de û li gorî sîstema şarederiyê, çê nabû ku kes avahiyan ji zêdetirî 2 qatan bi jor de li bajarê Kobanî lêke, lê piştî wê û ana avahî ta 4 qatan bi jor de têne lêkirin. + +Armanca sereke ji simînera endeziyarên herêma Kobanî, danasîna ziyaniyên xanî û avahiyan bi awayekî çewt û li derveyî sîstema şarederiyan, û nasîna bandora wê ya nerênî li pêşeroja avakirina bajaran bi rengekî durist û şareza bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandekê ji Encûmena Niştîmaniya Suriyê (ENS), li Selahedînê civiya. + +Şanda Encumena Niştimanî ya Sûriyê ji Serokê Encumenê George Sebra û 4endamên din ên encumenê pêk hatibû. + +li gorî daxuyaniya civînê, ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, şanda ENSê spasiya Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin li ser hewlêsta Herêmê li himber bûyerên Sûriyê, herwiha şanda ENSê spasiy hikûmet û gelê Kurdistanê kirin li ser hewandin û pêdana alîkariyê bo penaberê sûriyê. + +Herwiha di civînê de, şanda ENSê pêvajoya meydanî û siyasî ya Sûriyê ji bo Serok Barzanî aşkere kir û her wiha balkişandin li ser rewşa mirovî ya xirab û ";Wan êş û janan kir ku ji aliyê hêzên rejîmê ve li ser hemwelatiyên Suriye tê sepandin."; + +ji aliyê xwe Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ";Balkişand li ser wê yekê ku helwêsta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Suriye her ji destpêkê ve zelal û aşkere ye û hêviya wê yekê xwest ku dawî bi êş û janên gelê Sûriyê bê û alîkarîkirina penaberên Sûriyê jî bi erkekî mezin zanî."; + +Herwiha Barzanî di beşekî din ji axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku ";Xelkê Herêma Kurdistanê bi destê zulm û wêrankariyekî zêde nalandine û gelek bi başî ji êş û jan û pêvajoya gelê Sûriyê têdigihin."; + +Di derbarê rola Kurd li Suriye Mesûd Barzanî ragihand ku ";Gelê Kurd ji kêmtirîn mafên xwe yên li Sûriyê bêpar bûye û pêwîste di paşaroja Suriye de mafên gelê Kurd bêne misoger kirin."; + +Pêvajoya Rojavayê Kurdistanê û encama danustandinên Cenêv2 mijareke dinê vê kombûnê bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û şanda pê re, li herêmên parastinê yên medyayê bi hevserokên Desteya Rêveberya KCKê re Cemîl Bayk û Besê Xozat re hevdîtin kir. + +Wezîrê Karên Derve Gedo di daxuyanya xwe ya ji bo çapemenyê de anî ziman ku KCKê ragihandye ku ew destekê didin îlana kantonên xweserya demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê û pêşniyar li partyên siyasî yên ji Rojavayê Kurdistanê kiriye ku ji bo çareserya nakokyên navbera xwe hîn bêtir bikevin nava hewildanan. + +Heyeta ji Wezîrê Karên Derveyê Kantona Cizîrê Salih Gedo û alîkarên wî Şamîran Şemûn û Emîna Osê, Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Fadil Mûsa, Berdevkê Meclîsa Rêvebera Kantonê Hoşeng Derwîş û Nûnerê TEV-DEM'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, pêk hatibû. + +Piştî civîna ligel Cemîl Bayk û Besê Xozat, şanda Gedo û şanda pê re serdana gerîleyên PKKê kirin. + +Kantona Cizîrê, di 21ê meha borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ji Kurd, Ereb û Xiristiyanên Rojavayê kurdistanê ve hatibû ragihandin, bêy beşdariya Encumena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS). + + +Efrîn (Rûdaw)- Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, keçeke kêmendam helbestvane û jiyana xwe ya rojane di mala xwe de di nav siruşta çiyayê kurmênc de derbas dike.Heya niha kesekî alîkariya wê helbestvanê nekiriye. + +Huda keçeke kêmendam e lê viyana wê gelekî xurt e, û ji ber rewşa wê ya tendirûstî nikarîbû xwendina xwe temam bike, lê ew dibêje ku di pêşî de gelek astengî hebûn lê viyana wê ji her astengiyekê xurtirbû û hêviyên wê hertim bilind bûn,ew jiyana xwe ya rojan bi xwendinê derbas dike + +Ew kêmendam e, tendirûstiya wê xerab e, lê hêviyên wê mezin in û kêmendametiyê, hîn jî ew hêvî neşikandine, ew ji bo pêşeroja xwe jî gelekî geşbîn e. + +Heya niha Huda dîwaneke helbestî çap kiriye bi navê ";Evîn yek zimane"; û bi hêvî ye ku dîwana xwe ya duyemîn di demeke nêzîk de çap bike û dixwaze fêrî kurdî bibe da bi kurdî helbestan binivsîne. + +Pêdiviya Huda bi gelek alîkariyan heye, ji ber ku ew kêmendame û malbata wê jî di rewşeke hejar û xirab de ye. + +Viyana Huda wek hêza çiya ye û li hember astengiyan rawestiye,lê bextê wê ye ku di vê rewşê de bijî bêyî ku kesek alîkariyê jê re bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê naskirî yê Kurd Şeyda bi serdanekê hatiye Başûrê Kurdistanê û dê tevlî çend konsert û ahengan bibe. + +Şeyda tevlî bultena Rûdawê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê, huner, jiyan û karê xwe yê rojane de axifî. + +Hunermendê Kurd Şeyda ku heta vê gavê jî ji Rojavayê Kurdistanê dernektiye got ku Rojava di rewşeke giran û dijwar er derbas dibe. + +Şeyda anî ziman ku ew amade ye di ber Rojavayê Kurdistanê de çek rabike û şer bike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja pêncşembê 27/2/2014 dê festîvala ";Stockholm Kurdish Film Festival 2014"; destpêbike. + +Li gor daxuyaniya rêveberiya festîvalê, festîval dê bi filmê derhêner Huner Selîm ê bi navê ";My sweet pepperland"; destpêbike. + +Festîval heta 2yê adarê berdewam e. + +Di nava rojên festîvalê de, derhênerên kurd Hîşam Zaman û Bêrî Şalmaşî dê amade bin ji bo guftûgoyê li ser filmên xwe li gel temaşevanan bikin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya rejîmê û hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de alozî derket. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku şeva borî hêzên ewlekariya rejîmê 2 endamên asayişa PYDê li hotela Hedaya li bajarê Qamişlo girtin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku li hember vê yekê hêzên asayişa PYDê jî 15 endamên hêzên ewlekariya rejîmê girtin û gotin ew wan bernadin heta ku her du endamên wan neyên berdan. + +Malperên nêzîkî PYDê jî duh derengiya şevê belav kirin ku hêzên rejîmê ew du endamên asayişê berdan, lê ne gotin bê asayişê jî her 15 endamên hêzên ewlekariyê berdane yan na. + +Heman malperan gotin ku ew du kesên hatibûn girtin Suryanî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi ti awayekî ew ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê qebûl nakin. + +Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakcî civiya. + +Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa niha ya siyasî û ewlekarî ya Iraqê, bûyerên li parêzgeha Enbarê û çend navçeyên din ên Iraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên bê yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha bal kişandine ser hewlên çareserkirina pirsgirênên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên derbarê çareserkirina pirsa budceyê û pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê. + +Derbarê vê yekê de Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan di rêya diyalogê re ligel Bexdayê çareser bike. + +Nêçîrvan Barzanî got ";Lê bi ti awayekî em li ser ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêjan ligel Bexdayê nakin, ji ber ev yek nayê qebûlkirin";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Hikûmta Iraqê nabê mûçeya karmendan wek karta siyasî li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne. Herêma Kurdistanê êdî paşde venagere û hikûmeta Iraqê nabê wek parêzgehekê mamele ligel Herêma Kurdistanê bike";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de herwiha mijarên girêdayî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, vekirina çend deriyên nû yên sînor di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, kar û projeyên kompanî û weberhênerên Tirkiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê û berferehkirina geştên asmanî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin. + +Silêmanî (Rûdaw)- Piştî ku di rojên borî de çend erdhej li bajarokê Pênciwênê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê pêk hatin, îro sibehê û şeva borî jî Pênciwên car din hejiya. + +Rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê Dara Hesen di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî û îro sibehê 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê pêk hatin. + +Hesen diyar kir ku erdheja yekem saet 9.06 deqeyê şevê (bi dema Hewlêrê) bi tundiya 3.1, erdheja duyem saet 1.38 deqeyê şevê û ya sêyem îro sibehê saet 9.05 bi tundiya 3.3 pêk hatin. + +Li aliyê din rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku sibê dê pêleke baran barînê ber bi navçeyên Herêma Kurdistanê bê û dê 2 rojan bidome. + +Zinar Ala + +Almanya(Rûdaw) - Bangîn Şakir li gundê Latîfiyê yê ser bi Qamişloyê di 1969ê de hatiyê dinê. Piştî standina bawernameya bekeloryayê û xilaskirina xizmeta leşkerî, ew hat Ewropayê û ev bûn 22 sal ku li Almanyayê dijî û bê rawestan xebitiye heya ku cihekî xwe di nav karsazan de girtiye. Bangîn deriyê mala xwe li Munsterê ji Rûdawê re vekir û derbarê jiyan û xebata xwe de axivî. + +Beriya almanî fêrî tirkî bû + +Bangîn ji malbateke xizan tê, dema fersenda koçberiya ber bi Almanyayê ve peyda bibû, pereyên wî ji bo vê rêwîtiyê tine bûn: ";Xuşkeke min nû zewicîbû, wê zêrên xwe dan min, birayê min jî pere ji min re peyda kirin, ango bi deynan ez hatim vir. Feqîrî ne şerm e, wê çaxê bavê min ji bo ku pantalonekî ji min re çêbike, qimaş bi deyn kirrîbû û bi deyn jî li ba terzî dirûtibû."; Di 1992yê de Bangîn hat Almanyayê û piştî du sal û nîv mafê penaberiyê stand, di wê demê de wî li bajarê Oberhausenê li ba miroveke xwe di dîkaneke goştfiroşiyê de kar dikir: ";Bi rêya vî karî ez fêrî bazirganiyê bûm û ez li wir jî fêrî zimanê tirkî bûm. Ji ber ku gellek Tirk li wir dijiyan, ez fêrî tirkî bûm beriya ez fêrî almanî bibim."; Bangîn dikene û wiha pêde diçe: ";Almanî jî bi rêya danûstandina di kar de û li ser cadeyê ez fêr bûm."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tekîd kir ku şanda Hewlêrê wê neçe Bexdayê heta ku hikûmeta Iraqê bersiva pêşnyarên Herêma Kurdistanê bide. Serokê Parlamentoya Iraqê jî dixwaze di navbera her du aliyan de bibe navbeynkar. + +Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ewê di dawiya vê heftiyê de bi serokatiya şandeke frakisyona Mutehîdûn serdana Hewlêrê bike. + +Li hember vê yekê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Her kesek bikaribe di vê mijarê de axaftinekê xêrê bike û bikaribe pirsgirêkê çareser bike emê pêşwaziyê lê bikin";. + +Dizeyî herwiha got ";Em hêvîdarin Bexda bi xwe çavekî di biryara xwe re derbas bike û pirsgirêk negihe navbeynkariyê";. + +Derbarê civînên bê yên şandên Hewlêr û Bexdayê de, Dizeyî got ";Em ji bo danûstandinê serdana Bexdayê nakin û emê li benda bersiva wan bin";. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku wan di serdana xwe ya vê dawiyê de li ser mijarên petrolê gorûbêj kirin û nêrînên pev guhertin. + +Dizeyî got ";Bexda gotiye ewê nêrînên Hewlêrê dîrase bikin û dê bi nivîsekî me agehdar bikin, pişt re eger pêwîst bû dê civînê pêk werin, lê heta niha bersiva wan tine ye û em jî li bendê ne";. + +Kobanî (Rûdaw)- Ev bû 7 roj ku derdora 150 Kurdên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke çekdarên nenas ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Roja Çarşema borî de derdora 150 rêwiyên Kurd ên Kobanî li ser rêya navnetewî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de li nêzîkî herêmên Kenterî û Aleyî li parêzgeha Reqayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin girtin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kirk u piştî girtina rêwiyan, çekdaran ji şofêrekî saloneke ku rêwî radikirin xwestibûn ku jinan vgerîne herêma Kobanî û piştî gihandina jinan vegere xwe teslîmî wan bike. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku şofêrê salonê jin gihandin Kobanî û xebera girtina rêwiyan li herêma Kobanî belav kiribû û bi xwe jî venegeriyabû cem wan çekdaran. + +Rêwiyên Kobanî ku di 11 salonan de bûn dixwestin di rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê ew bi tev de hatin girtin, tenê jin ji aliyê wan çekdarên nenas ve hatin berdan û vegerandin. + +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî herwiha got ku heta vê gavê çarenivîsa girtiyan nediyar e û xwediyên wan nizanin ku ew ji aliyê kê ve hatine girtin û niha ew li kû ne?. + +Bajarê Reqayê ku navenda parêzgehê ye û herwiha piraniya navçeyên wê di bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî Qaîde de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Televizyonek li avahiya kovara Milmilanê li bajarê Hewlêrê teqiye û rêveberê kovarê guman dike ku bombek tê de be, lê asayişa Hewlêrê piştî lêkolînê vê yekê red dike. + +Îro berî nîvro televizyonek li avahiya kovara Milmilanê li bajarê Hewlêrê teqiya. + +Rêveberê kovarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Em guman dikin teqîna televizyonê di rêya bombekê re be ku li nav televizyonê bû, ji ber dema televizyon teqiya elektrîk nebû heta ku em bêjin kontak çêbûye";. + +Rêveberê asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê red kir ku ti bombek teqîbe û ew guman jî red kir. + +Nûrî got ";Piştî lêkolînên tîmê, derket ku teqîna wê televizyonê ti têkiliyeke bi bombe ve nîne, ji ber ku ti ziyanên wê nebûn, lewra dibe ku ji ber kontaka elektrîkê agir girtibiyê";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi tundî axivî û diyar kir, ti kes nikare mûçeyê xelkê qut bike û wiha got: ";Em vê yekê wek ragihandina şer li dijî gelê Kurdistanê dizanin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (25.02.2014) li Hewlêrê bi balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakçî hevdîtin pêk anî û li ser pêwendî û nakokiyên Iraq û gelên kurd û şîe wiha got: ";Gelê Kurdistanê ti pirsgirêkek bi gelê şîe re nîne, tenê ji reftarên rayedarên Bexdayê nerazî ye."; + +Barzanî li ser aloziya ku li ser hinartina petol, bûdce û arîşeyên din di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye, got, Herêma Kurdistanê yek gav jî li dijî destûra bingehîn nehavêtiye û tenê mafê xwe yê destûrî di warê petrolê de bikar aniye. + +Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakçî jî behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û wiha got: ";Tirkiye girîngiyek mezin dide pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê. Tirkiye dixwaze di warê enerjiyê de pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê hîn xurttir bike."; + +Kaymakçî her wiha behsa serdana Baranî ya Amedê jî kir û diyar kir, wê serdanê gellek dîwar şikand û ji Barzanî re wiha got: ";Rola we di pêvajoya aştiyê de pir girîng e."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî, ragihand, ew daxuyaniyên berpirsekî YPGê ku gotibû ";PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriyê û li dijî me dide şerkirin"; got, ew daxuyanî buxtan û derew in. Êminkî her wiha ji ber belavkirina wê nûçeyê rexne li rojnameya Hawwlatî girt. + +Rojnameya Hawwlatî di hejmara xwe ya îro (25.02.2014) de hevpeyvînek bi berpirsekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê bi navê Polat Can belav kir ku Polat Can tê de dibêje, beşek ji fermandeyên wan hêzên ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî YPGê şer dikin, pêşmergeyên PDKê ne. + +Wî berdevkê YPGê her wiha îdia kiriye ku PDK bi rêya Tirkiyê re pêşmergeyan dişîne Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û li dijî YPGê dide şerkirin. + +Li hember vê yekê, Berdevkê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî di daxuyaniyekê de bersiva wî berdevkê YPGê û rojnameya Hawwlatî da. Êminkî diyar kir ku ew gotin û îdia derew û buxtan in û wiha got: ";Gotinên berdevkê YPGê bi eşkere nîşan dide ku ew di nav wehm û reşkirinê de ne."; + +Êminkî her wiha ji ber belavkirina wan daxuyanî û gotinên berdevkê YPGê rexne li rojnameya Hawwlatî jî girt û got, diviya Hawwlatî bi awayekî berpirsiyarane tevgeriyaba û derew û buxtanên wisa belav nekiriba. + +Antalya (Rûdaw)- Li navçeya Alanya ya Antalyayê hejmarek kesan êrîşî ofîsa hilbijartinê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kir. Di êrîşê de 4 endam û rêveberên BDPê birîndar bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, ";li navçeya Alanya ya Antalyayê duh saet 8 êvarî komek nijadperest li ber 1emîn ofîsa hilbijartinê ya BDPê ya li taxa Hacerê kom bûn û silogan avêtin. Piştî demekê hejmara komê zêde bû û êrîşî ofîs kirin";. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku di êrîşê de rêveberên BDPê yên Alanyayê A.Rezak Kaya û A.Akîm Aktaş û 2 endamên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn. + +Serokê Rêxistina BDPê ya Alanyayê Fahretîn Kîraz got ";Dema koma biçûk hat pêş ofîsê li qaymeqam û polîsan geriyan, lê ji ber ku tedibîr nehatin girtin kom mezin bû û êrîş pêk anîn";. + +Kîraz anî ziman ku di êrîşê de rêveberên wan A.Rezak Kaya û A.Akîm Aktaş û 2 ciwan birîndar bûn. + +Amed (Rûdaw)- Wêneyên Fatma Erkan a 11 salî ku di sala 1995an bi navê endama PKKê li gundê Sîtê yê girêdayî Midyadê hat kuştin, aşkere bûn. ÎHD jî dibêje ew dê li rayedarên leşkerî û dozger gilî bikin. + +Li navçeya Midyadê Mêrdînê gundê Sîtê di 14ê cotmeha sala 1995an de 2 endamên PKKê û Fatma Erkan ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn kuştin. + +Têkildarî bûyerê endaman Komîsyona Huqûqê şaxa ÎHDê Parêzer Rahşan Bataray ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da gihişt belgeyên girîng ên derbarê kuştinê de. Di wan belgeyan de wêneyên Fatma yên piştî kuştinê jî hene. + +Di wêneyên ku piştî 20 salan derketin holê de mîna Dozgerê Komarê yê Midyadê Atîlla Cengîz ku bi israr Fatmaya biçûk wek ";endama rêxistinê"; diyar kiribû li ser Fatma bi cilên xwe derdikeve, lê çekeke kelaşnîkof li kêleka wê hatiye danîn. + +Bapîrê Fatma Erkan, Îzzet Erkan dibêje ";Fatma li derve ligel zarokan dilîst. Dinya hîn nû tarî bûbû. Me dengê çekan bihîst. Me nikarîbûn derkevin derve. Serê sibehê leşker hatin em kom kirin. Yuzbaşî cenazeyê zarokekê nîşanî me da. Me dît ku Fatma ye";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, parêzer Rahşan Bataray Saman diyar kir ku îhtîmala dosya ji ber demboriyê bê girtin zêde ye û got ";Di rastiyê de wan leşkerên ku bûyer pêk anîne pir bawer in dê ceza negirin û li gor wê tevgeriyane. Dozgeriya ku ew dîtiye jî ti lêpirsîn nedaye destpêkirin. Lewma em ê derbarê dozger de jî gilî bikin, ji ber wan bi keyfa xwe û dûrî rastiyê, Fatma 11 salî wek endama rêxistinê bi nav kirin û gotibûn ew di şer de hatiye kuştin";. + +kerkûk (Rûdaw)- Li bajarê Kerkûkê li dijî neşandina budceya Herêma Kurdistanê xwepêşandanek derket. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku xwepêşandan ku li ser banga saziyên civaka sivîl e, li nêzîk Kompaniya Petrola Bakur derbas dibe. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku xwepêşander druşma ";Ez kerkûkim kurdistanî me"; bilind dikin û daxwaz dikin ku hinartina petrola Kerkûk bo bendera Ceyhanê bê rawestandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Guvaşên hikûmeta navendî li ser Herêma Kurdistanê didomin û piştî ku budce û mûçeya fermanberan neşand, niha Bexdayê biryar da geştên asmanî navbera Herêma Kurdistan û welatên Ewropayê jî rawestîne. + +Rêvebera balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva şemiyê 22/2/2014 hikûmeta Iraqê rê neda xetên asmanî yên Germania û Hurmuz ku ber bi Swîd û Almanyayê ve diçin, vegerin û heta niha ew xet hatine rawestandin. + +Telar Fayiq aşkere kir ku ew nizane bê ew biryar ji aliyê kê ve derketiye û got ";Em nizanin bê kê biryar daye wan xetan rawestîne û Bexda jî ti carekê ji me re nabêje bê ew biryaran ji aliyê kê ve derdikevin, lê Bexdayê rê nedaye wan ji bo ku vegerin Hewlêrê";. + +Fayiq herwiha got ";Wek em dibihîsin û tê axaftin, dibêjjin li ser biryara Malikî bû, lê ti nivîsek negihiştiye me";. + +Rêvebera balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê anî ziman ku hikûmeta Iraqê herdem astengan li ber geştên asmanî yên Hewlêrê derdixe û got ";Ew bi awayekî berdewam hewl didin astenagn danin û wek mînak xetên Lufthansa di heftiyê de 4 geştên wê hebûn lê Bexdayê hejmara geştên wê kire 2 geşt";. + +Dirbêsî (Rûdaw)- Di nava 2 mehan de li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li bajarê Dirbêsiyê 2 hemwelatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin. + +Herî dawî hemwelatiyê bi navê Mistefa Şemsedîn ê bavê 7 zarokan berî çend rojan li ser sînor ji aliyê leşkerîn Tirkiyê ve hat girtin. + +Li gor raportên bijîşkî, Mistefa di bin îşkenceyê de hatiye kuştin. + +Rêxistinên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê hikûmeta Tirkiyê li hember kuştina wan hemwelatiyan li ser sînor berpirsyar dizane. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya deriyê Til Koçer ê di navbera Rojavayê Kurdistan û Iraqê de ku niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê de ye, dixwaze derî li ber bazirganiyê jî bê vekirin. + +Rêveberê deriyê Til Koçer Siyamend Osman di daxuyaniyekê de ku ji aliyê medyaya nêzîkî PYDê ve hatiye belavkirin, ragihand ku ev demeke derî li ber alîkariyên mirovî vekiriye. + +Osman aşkere kir ku di vê dema dawî de gelek alîkariyên mirovî wek xwarin, semad û sûtemenî di rêya Til Koçer re ku li aliyê Iraqê di destê Bexdayê de ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Rêveberê deriyê Til Koçer bal kişand ku têkiliyên wan ligel aliyê iraqî berdewam in ji bo ku derî li ber bazirganiyê jî bê vekirin. + +Siyamend Osman herwiha got ku ew dixwazin kel û pelên wek nîsk, nok û pîvazan ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Iraqê bikin. + +Heftiya borî, wezîrê derve yê kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye avakirin, Salih Gedo ji Tora Medyay ya Rûdawê re ragihandibû ku ew ligel hikûmeta Iraqê civiyane û hikûmetê soz daye wan ku deriyê Til Koçer li ber bazirganiyê jî veke. + +Di 26ê cotmeha 2013an de, deriyê Til Koçer ji bin kontrola çekdarên radîkal hat derxistin û ket bin kontrola YPGê. + +Berî niha hatibû ragihandin ku PYDê ji Hikûmeta Iraqê xwestibû ku deriyê Til Koçer bê vekirin, lê berpirsên Bexdayê ji bo vekirina 2 merc li ber berpirsên PYDê danînûn ku ew jî divê ala fermî ya Sûriyê li ser derî bê bilindkirin û herwiha rêvevberiya derî di destê hikûmeta Sûriyê de be. +Rûdaw (Hewlêr)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku wê operasiyonên xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê rawestandin ";li ser xwesteka rêveberiya xweseriyê daye."; + +Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, ku îro roja 26 mehê hate weşandin, YPGê, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, ragihand ku wê, li ser daxwaza Birêveberiya Kantonan hemû çalakiyên xwe, yên şer, êrîş û operasyonan li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê rawestandin. + +Li gor daxuyaniya YPG, ew her wiha çalakiyên xwe yên leşkerî li bajarên weke Reqa, Heleb jî, ku Kurd li wan deran dimînin, radiwestîne. + +Di beşekî din de, YPGê da zanîn ku ";Ewê di rewşa parastinê de bimîne"; lê ew dê bersiva her êrîşekê jî bidin ";Çi di rêya êrşîan de be yan jî bi rêya bombeyan re be."; + +Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku ev biryar li ser xwesteke berpirsên rêveberiya xweserî û şêwirmendê desteya bergiriyê, standiye. + +Di dawiyê de YPGê ew tekez li ser ";Têkiliyên civakî û pêkvejiyana di navçeyn Cizîre, Kobanî û Efrînê, di navbera hemû pêkhatan de dikin";. + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê digel Turk Egîtîm-Senê bi armanca protestokirina pêşnûmeya ku têkildarê guhertina ‘Qanûnan Bingehîn a Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê’ rojekê dest ji kar berdan û ji Kolana Hunerê heta li ber AKPya Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xistin. + +Mamostayên ser bi Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro neçûn ser kar. Li bajarê Dêrsîmê mamostayên ku wekî kedkarên perwerdeyê tên nasîn, bi boneya protestokirina pêşnûmeya ku têkildarê guhertina Qanûnan Bingehîn a Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê îro neçûn ser karên xwe. + +Li gorî vê pêşnûmeya ku niha li Parlamentoya Tirkiyê tê gotûbêjkirin, êdî dibistan û zanîngehên taybet jî dê bikarin ji çavkaniyê mîrî/gelemperî sûd werbigirin. + +Îro danê nîvroyê li Dêrsîmê digel destberdana kar a yek-rojî, Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê bi heman hinceta navborî ji Kolana Hunerê heta ber şaxa Partiya Dad û Geşedan (AKP) a Dêrsîmê xwepêşandanekê saz kirin. + +Çalakiya ku bi piştgiriya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî KESKê, bi tevlîbûna nûnerên partiyan û namzedên BDPê yên şaredariyê pêk hat de, li ser navê girseyê Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun daxuyanî xwend. + +Olgun, di destpêka axaftina xwe de got ku armanca vê qanûna ku niha li parlamentoyê tê gotûbêjkirin ew e ku dê perwerdehiyê ber bi kerta taybet bibe. + +Olgun, derbirî ku bi hêviya ku dengê nerazîtiya xwe bigihînin hikûmetê, Egîtîm-Sen û Turk Egîtîm Senê biryara ku li seranserê Tirkiyê rojekê dest ji kar berde girtiye. + +Olgun, qanûna navborî ya tê gotûbêjkirin, wekî ";qanûna herî mezin a jinavbirina perwerdeya gelemperî"; bi nav kir û got, ";Ger ev qanûna hanê bê pesendkirin, girift û kêşeyên ku niha di perwerdehiyê hene dê kûrtir bibin."; + +Olgun, bilêv kir ku hikûmet di bin navê girtina dersxaneyan de bi ‘komqanûnan’ dixwazin vê qanûna ku taybetkirina perwerdeyê jî derbas bike. + +Di vî warî de Olgun wiha daxuyand: ";Bi pêşnûmeya ku li parlamenteyê tê gotûbêjkirin, bi hinceta veguherandina dersxaneyan, hikûmeta AKPê hewl dide çavkaniyên gelemperî veguhezîne dibistanên taybet. Bi vê qanûnê tê payîn ku erd û avahiyên dewletê bi temamî yan jî bi kirê bidin kerta taybet û weqfên taybet."; + +Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun îdîa kir ku piştî vê qanûnê dê hêdî hêdî rê li ber parêzgaran vebibe ku êdî ew mamostayan tayîn bikin. + +Olgun, got ku bi ‘budçeya bêsînor’ a ku dê hikûmet ji bo dibistanên taybet terxan bike re ‘di perwerdeyê de keys û firsenda yeksaniyê’ têk diçe. + +Herwiha Olgun, di axaftina xwe de sendîkaya mamostaya Egîtîm Bîr Sen wekî alîgirê hikûmetê bi nav kir û got ku divê beşdarnebûna vê sendîkayê jî kedkarên perwerdeyê li ber çav bigirin. + + + +Kobanî (rûdaw)- Li gundê Helincê yê ser bi Kobanî ve li Rojavayê Kurdistanê, jineke ku di sala 1901 de ji dayîk bûbû, jiyana xwe jidest da. + +Îro, 26.02.2014, Hewa Şêxo, ku jineke Kurde û jidayikbûya sala 1901ê de ye, di temenê 113 saliya xwe de wefat kir. + +Pîrejina bi navê Hewa Şêxo, dayîka 9 zarokan û dapîra 225 neviyan bû. + +Hevserê wê di sala 1955 de, miribû, û Hewa ji di dirêjiya 60 salan de, li ser zarokan mabû û ew xwedî kiribûn. + +Bi vî temenê xwe yê dirêj, Hewa Şêxo tementirîn jina Kurde ku li Kobanî jiyana xwe ji dest dide. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanî, ti guhertinên berçav di navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de çênebû, têkiliyên wan wekî berê sist û lawaz man. + +Di vê derbarê de Bextyar Hisên, endamê Komîteya Herêmî ya PDKS (Elpartî), ji Rûdawê re got:";Ji dema ragihandina rêveberiya demkî ya demokratîk, wek ku dibêjin, ti guhertin di têkliyên di navbera ENKSê û EGRKê de, ne bi awayekî erênî û ne bi nerênî çênebûye."; + +Ji roja damezrandina xwe de, Rêveberiya Demkî ti helwest di mafê partiyên ENKSê li herêma Kobanî nedane, û partiyên kurd jî li hember karê rêveberiya demkî ranewestiyane, lê ew xwe di rêveberiya ragihandî de nabînin, ji ber ku ew tê de ne beşdarin. + +Hisên Şerîf, endamê Komîteya Herêmî ya PAKS, li ser vê babetê wiha ji Rûdawê re dibêje: ";Ji ber ku tiştek ji rêveberiya demkî nehatiye dere, ta ku em bibêjin ku têkliya me jê heye an na, em hêvîdar bûn ku rêveberiya hevbeşba di navbera hemî aliyên tevgera kurdî de, ger ku karne ji vê rêveberiyê werne der, em nikarin bibêjin ku em pê re têkildarin, ji ber ku em tê de ne pişikdarin."; + +Herweha rêveberiya demkî ku wekî hikûmetekê xwe dibîne û karê li ser erdê dike, ji partiyên ENKSê nexwestiye ku ew li gorî yasaya wê kar bikin, û ti problem ji wan re çê nekirine û karê wan asteng nake. + +Ji aliyê xwe Necmedîn Geyad, endamê polîtburoya PYKS, got: ";Em karê xwe wek berê dikine, û ti astengî ji me re şê nekirine li ser erdê, di warên karên me yên siyasî û civakî de, em wek serbest karê xwe dikin, em karên xwe yên partîtî û rêxistinî û civakî dikin."; + +Bi gelemperî, ta vê demê ti nakokî di navbera rêveberiya demkî û partiyên ENKSê de çê nebûne, û rewş aram derbas dibe, ew jî cihê rihetiya xelkê ye. + +Ragihandina rêveberiya denkî ya xweseriya demoqratîk li kantona Kobanî, ti bandor li têkiliya di navbera ENKSê û EGRKê nekir, ne bi erênî û ne jî bi nerênî, û ta vê demê ti problem di navbera partiyên ENKSê û rêveberiya demkî de derneketine holê, û her aliyek ji yê din cuda karê xwe berdewam dike. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê îro standên komkirina îmzeyan ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan dane û dixwaze milyonek û 220 hezar îmze kom bike. + +Rêxistina BDPê ya Amedê di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadkirina Ocalan, plansaziya çalakiyê ya 5 rojan a ji bo Amed û navçeyên wê amade kir. + +Hevseroka rêxistina BDPê ya bajarê Amedê Zubeyde Zumrut di daxuyaniyekê de got ";Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi dewletê re kirine de, girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd gelek pêşniyar pêşkêş kir. Bi taybet agirbesta ku di newroza 2013an de ragihand";. + +Zumrut bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku di pêvajoyê de jidil tevbigere û helwesteke li gorî ruhê pêvajoyê nîşan bide. + +BDPê di çarçoveya kampanya îmzeyan de di navbera 27ê sibat û 3yê adarê de, li bajar û navçeyan wê çalakiyên komkirina îmzeyan pêk bîne. + +Îzmîr (DÎHA)- Şerîf Elî xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1994an de bi sedema endamê PKKê ye li Tirkiyê cezayê muebbet lê hat birrîn, wî piştî 22 salan dayik û bavê xwe dîtin. + +Şerîf Elî di sala 1994an de ku temenê wî di bin 18 salan re bû, bi sedema endamê PKKê ye ji aliyê Îranê ve radestî Tikriyê hat kirin û cezayê hethetayê lê hat birrîn. + +Dayika Şerîf, Emîne Hebeş û bavê wî Mistefa Elî piştî 22 salan kurê xwe Şerîf Elî li şaxa biyaniyan a Rêveberiya Polîsan a Îzmîrê dîtin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, dayik Emîne Habeş derbarê dîtina kurê xwe de got ";Dema ji malê derket hîn zarok bû. Niha 38 salî ye. Êdî xitiyar bûye. Diranên wî ketine. Êdî ez dixwazim kurê min derkeve. Dema derkeve em ê wî bibin Sûriyê. Kurê min tiştekî xerab nekiriye";. + +Bavê Şerîf, Elî Mistefa jî bi dîtina kurê xwe kêfxweş bû û got ";22 sal in min kurê xwe nedîtibû. Nedihiştin em kurê xwe bibînin";. + +Mistefa dolgiraniya xwe li ser çarenivîsa kurê xwe anî ziman û got ku eger kurê radestî Sûriyê bê kirin an wê bê kuştin an jî dê wê bişînin eskeriyê. + +Serokê TAYD-DERê ya Îzmîrê Dunyamali Arîç jî diyar kir ku Şerîf Elî yê hatiye tehliyekirin, lê hîn jî li şaxa biyaniyan a Îzmîrê tê rawestandin û wiha got ";Şerîf niha wek esîrê şer tê girtin. Tevî ku hatiye tehliyekirin jî di jêrzemîna şaxa biyaniyan de tê ragirtin. Em dixwazin bê berdan";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşka Dadê ya Îranê dibêje ku li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, li gor hejmara nişteciyên wê, rêjeya herî mezin a xwekuştinê tê de çêdibe. + +Li gor amarên Bijîşka Dadê ya Îranê, Tehran di zêdebûna rêjeya xwekuştinê de yekem e û Kirmaşan a duyem e, lê li gor rêjeya nişteciyan, li Kirmaşan rêjeya herî zêde ya xwekujiyê heye. + +Bijîşka Dadê ya Îranê diyar kir ku di 9 mehan de 3 hezar û 125 kes li seranserê Îranê xwe kuştine. + +Hin saziyên din ên hikûmeta Îranê dibêjin ku hejmara kesên xwe dikujin gelekî zêdetirî wê hejmara ku Bijîşka Dadê belav kiriye. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- 135 endamên kongreya Yekîtiya Siyasî ku dixwestin di rêya deriyê Sêmalka re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin rê bo wan nehat dayîn, rêveberiya derî jî dibêje wan kesan razîbûna wezareta navxwe ya kantona Cenzîrê wernegirtiye. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh çarşemê 135 endamên kongreya Yekîtiya Siyasî dora 5 saetan li ber deriyê Sêmalka man, lê rê ji bo wan nehat vekirin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şeva borî jî her 135 kes li gundên ser sînor şeva xwe derbas kirin û li bendê ne ku îro bikaribin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê belê heta niha nediyar e bê dê rêveberiya Sêmalka rê bide wan yan na. + +Berpirsên Yekîtiya Siyasî dibêjin ku wan berî çend rojan serdana hikûmeta kantona Cezîrê li bajarê Amûdê kiriye ji bo ku ti astengî li ber derbasbûna endamên kongreyê çênebin û ji wan re hatiye gotiye ku ewê bi serbestî derbas bibin. + +Derbarê vê yekê de, endamê rêveberiya deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha ti nivîseke fermî ji aliyê hikûmeta kantona Cezîrê derbarê derbasûna endamên kongreya Yekîtiya Siyasî de negihiştiye destê wan. + +Ebdilezîz tekîd kir ku her wextekî ew nivîs bigihe destê wan dê rê bo wan kesan bê vekirin û dê bikaribin bi serbestî û bê ti astengî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û got ";Her şandên siyasî dema bixwazin ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibin divê serdana wezareta navxwe ya kantona Cezîrê bikin û destûra wan bistînin";. + +Deriyê Sêmalka berî niha ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ve dihat birêvebirin. + +Lê piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hat ragihandin û hikûmetek li kantona Cezîrê hat avakirin, rêveberiya deriyê Sêmalka ji bin destê komîteyên hevbeş hat derxistin û ket destê wê hikûmetê. + +Biryar e kongreya Yekîtiya Siyasî ya ku ji partiyên Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurdistanê û her du partiyên Azadî pêk tê, di 3yê adarê de li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Şeva borî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî nahiyeya Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyekê ji gundê Til Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û navenda asayişa PYDê li Til Meirûfê teqandin. + +Çavkaniyê got ";Şeva borî dora saet 1ê şevê, çekdarên DAÎŞê ji hêla başûr û rojava ve êrîşî gundê Til Meirûf ê ku di bin kontrola YPGê de bû kirin û dest danîn ser gund";. + +Li gor heman çavkaniyê, çekdarên DAÎŞê 10 hemwelatiyên sivîl li gundê girtin û herwiha mezarê şêxên Xeznewiyan ên terîqete Neqişbendî li gund teqandin. + +Çavkaniyê herwiha got ";Çekdarên DAÎŞê navenda asayişa PYDê û çend malên gundiyan jî teqandin";. + +Hat gotin di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Bi gotina heman çavkaniyê ";şervanên YPGê yên ku li nav gund bûn reviyan û niha li gundê Sihil li bakurê Til Meirûfê bi cih bûne";. + +Çavkaniyê diyar kir ku hinek zanyarî hene ku çend şervanên YPGê yên jin ku di nava mala şêxekî li gund de asê mabûn, ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin. + +Çavkaniyê got ku gundî hemû ji gund reviyane û berê xwe dane gund û navçeyên li bakur. + +Navçeyên li Başûr û başûrê rojavayê gundê Til Meirûf di bin kontrola çekdarên radîkal û DAÎŞê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li taxa 94ê Badawe ya bajarê Helwêrê keçeke 16 salî bi navê Îman li ser destê bavê xwe hat kuştin. + +Rêvebera polîsê şopandina tundiya dijî jinan Jîlemo Ebdilqadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro sibehê keçek bi navê Îman li Hewlêrê bi guleyan hat kuştin. + +Ebdilqadir diyar kir ku ew keç pirsgirêka wê ya malbatî hebû û got ";Berî niha pirsgirêka wê keçê ligel kurekî hebû û belgeyên wê li navenda polîs hebûn û heta niha kur girtiye. Keç jî di mala xwedîkirina jinan de bû, lê ji ber ku wê kel û pelên nav male şikandin, rêveberên malê xwestin di zindana çaksaziya jinan de bimîne";. + +Ebdilqadir diyar kir ku keça 16 salî meh û nîvê di zindanê de ma û ji ber ku temenê wê di bin 18 salan re ye, bi biryara dadwer û bi kefaleta apê wê hat berdan. Ebdilqadir got ";Diyar e îro sibehê bavê wê ew kuştiye û ber bi cihekî nediyar ve reviyaye û niha biryara girtinê derheqê wî derketiye";. + +Rêvebera polîsê şopandina tundiya dijî jinan anî ziman ku diviyabû keç nehatiba azadkirin heta ku pirsgirêka wê bi temamî bihata çareserkirin, ji ber ku jiyana wê di metirsiyê de bû. + +Jîlemo Ebdilqadir got ";Keçê dozek li dijî kur vekiribû û gotiye wî destdirêjî li ser kiriye";. + +Hesekê (Rûdaw)- Ev 10 rojin 4 keçên xwendekar ên Kurd li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji malbata yek ji wan keçên hatine revandine wergirtiye, her 4 keç ku xwendekarên peymangeha Bazirganiyê ne li Hesekê, roja sêşemê (18/02/2014) ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin. + +Malbata keça bi navê Evîn Feysel Hesê ji Rûdawê re ragihand ku keça wan a 24 salî dema ku dixwest ligel 4 keçên din biçe Navenda Tomarkirina Xwendekarên bekaloriya ji bo ku car din ezmûnên bekaloriya bidin, hatin revandin. + +Malbata Evîn ku li gundê Sefiya yê nêzîkî bajarê Hesekê dijîn, diyar kir ku heta niha ti zanyarî li ser keça wan tine ne û ew nizanin bê kê ew revandine. + +Malbata wê keçê dibêje ku wan gellek caran li telefona keça xwe da, lê bi tenê carekê yekî bersiv da û ";keniya û telefon girt";. + + +Seyîd Sadiq (Rûdaw) – Li bajarokê Seyîd Sadiqê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, termên 2 jinan li nav çêm de hat dîtin. + +Rêveberê Polîsê Seyîd Sadiq, Hekîm Ezîz îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, li nav çemê Çeqnê yê Seyîd Sadiq de termên 2 jinan hatiye dîtin. + +Hekîm Ezîz, diyar kir ku wisa xûya ye wan jinan çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest dabin û da zanîn, tîmên polîs niha mijûlî lêkolînê li ser bûyerê ne bo vê yekê dê termên jinan bişînin Silêmaniyê bo lêkolînên berfireh. + +Qamişlo (Rûdaw//ANHA) – Welatiyê kurd bi navê Nafi Hemo (54) li gel malbata xwe ku hejmara wan 7 kes in, ji ber şer û pevçûnên li Helebê koçber bûne û niha di odeyeke biçûk de li nav parka bajarêQamişlo jiyan dikin. + +Serpêkahtiya malbata Nafi Hemo dema ku şer û pevçûn li taxa Bustan Paşa a Helebê rû dan, dest pê kir. Nafi ku ji bajarê xwe Helebê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bibû, diyar kir ku ji ber ku hevsera wî ereb e, rayedarên Başûrê Kurdistanê qebûl nekirin ku pêşwaziya malbata wî bikin. Li ser vê yekê piştî 15 rojan Nafi neçar dimîne ji Başûr vegerd Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo di dibistana Ebulwehab Meqsûd de tê bicîhkirin. + +Nafi, zarok û hevsera xwe piştî 3 mehan ji ber rewşa dijwar a di dibistanê de jî ji dibistanê derket û di parkekê de bicîh bû. Malbata ji 7 kesan pêk tê di odeyek biçûk ku di hindirê parka taxa Bişêriyê de ye, hatin bicîhkirin. + +Ji ber ku Nafi nexweş e û nikare kar bike û ti jêdera din ku debara xwe pê bikin tune ye rewşa malbatê gellekî xirab e û di nava xizaniyê de jiyan dikin. Di odeya malbata Nafi de tenê 4 doşek û 4 betaniyên ku malbatekê dane wan, hene. Nafi û hevsera xwe destnîşan kirin ku ji ber sermayê carekê wan li deriyê cîranan xist û ji wan betanî xwestin, çimkî zarokên wan ji ber sermayê nexweş ketine. + +Li ser rewşa Malbata Nafi Hemo rêveberên Komîteya Alîkariyên mirovî ya herêma Cizîrê diyarkirin ku agahiya wan ji vê malbatê tune ye. Endamê Rêveber ê komîteya alîkariyan Hember Mihemed Hesen destnîşan kirin piştî ew ji rewşa malbatê agadar bûne wan alîkarî bi wan re kirin û tekez kir ku wan navê malbatê di sicilên xwe de qeyd kirine û dê ji niha û pêve bi awayekî asayî alîkariyan bidin wan. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şahidekî ji bajrokê Til Meirûfê yê Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku hejmarek ji çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û same (DAIŞ), ku êrîşî Til Meirûfê kirine, Kurd bûn. + +Şeva borî çekdarên DAIŞê dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyekî ji gundê Til Meirûfê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û navenda asayişa PYDê li Til Meirûfê teqandin. + +Şahidê bûyerê, ku ew bixwe xelkê bajarokê Til Meirûfê ye, da zanîn ku ";Nîvê çekdarên DAIŞê yên êrîşî Til Meirûfê kirine Kurd bûn, ew hatin nav hêzên YPGê û bi kurdî axivîn, hêzên YPGê texmîn kirin ku ew hatine alîkariya wan bikin, lê piştire derket ku ew çekdarên DAIŞê ne û êrîşî endamên YPGê kirin."; + +Herwiha wî şahidî aşkere kir ku çekdarên DAIŞê ";15 kes ji bajarokî revandin, di nav wan de 3ê endamên YPGÊ hebûn, û ew birin bajarokê Til Hemîs"; ku berî çend hefteyan şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên radîkal ên ser bi DAIŞê ve derketibû. + +Derbarê hejmara kuştiyan de jî, wî şahidî da zanîn ku 3 endamên YPGê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan herwiha 6 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin lê DAIŞê yekser kuştiyên xwe kirin otombîlan de û ew birin, da kes wan nebîne. + +Li gorî agahiyên wî şahidî, gundî ji bajarokî reviyane. Di himber vê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Til Meirûfê de, YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê bi tundî bersiva vê êrîşê bidin û dê Til Meirûfê bikin ";Goristana dijmin û nokeran";. + +Ev êrîşa han ji aliyê çekdarên radîkal ve piştî wê yekê tê, ku duh (26.02.2014) Yekîneyên Paratsina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li ser xwesteka rêveberiyên xweseriyê û wezareta bergiriyê biryara dane operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestînin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê ya Amedê ragihand, doza komkujiya gundiyên Şirnexê ";karê me nîne"; ji ber wê jî divê dozgeriya leşkerî vê dozê bişopîne. +Roja 26ê Adara 1994an balafirên şer ên Tirkiyê bi hêceta jinavbirina gerîlayên PKKê, êrişî gundên Gîver û Bêsukê yên girêdayî bajarê Şirnexê kiribûn û di encamê de 38 gundî miribûn. +Dozgeriya Amedê di demekî de ku mehek maye ";doz bikeve"; ragihand, ji ber ku bûyer di encama operasyonek leşkerî de çêbûye lewma divê dozgeriya leşkerî vê yekê bişopîne lewma biryar da dozê radestî dozgeriya leşkerî bike. +Parêzerê dozê Tahir Elçî jî ragihand, ew bertekê nîşanî biryara dozgeriyê nadin ji ber ku hê jî derfeta wan heye li dijî tohmetbarê serekî Hesen Kundakçî (fermandeyê wê demê yê hêzên hewayî) û hinek berpirsên din ên leşkerî vebikin. +Ev biryara dozgeriya Amedê di demekî de ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, par meha Mijarê Tirkiyê ji ber vê yekê sûcdar dîtibû û ew bi dayîna 2 milyon û 305 hezar euro mehkûm kiribû. +Li gorî qanûnên Tirkiyê, eger 20 sal bi ser dozekî re derbas bibe ew doz dikeve û pûç dibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nuceyfî , Civiya. + +Doh, 27.02.2014, Mesûd Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nuceyfî û şanda ligel de kir ku ji Parêzgarê Neynewe Esîl Nuceyfî, Wezîrê berê yê Darayî li Iraqê Rafie Îsawî, pêk hatibû. + +Li gorî peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de her du alî gihîştine rêkrftinekê da ku hevpeymaniyakê di navbera Kurd û Sinne de pêk bînin, bi mebesta bidawî anîna rewşa siyasî ya xirab li Iraqê. + +Hevdem, Serokê Parlamentoya Iraqê birîna mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê bi hêleke sor da zanîn. + +Piştî civînê, Parêzgarê Neynewe Esîl Nuceyfî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got: ";Mana Malikî li ser desthilatê metirsiyeke li ser Iraqê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji bajarokê Til Meirûf ragiuhand ku çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ji Til Meirûfê vekişan û niha gund di bin kontola hêzên YPGê de ye. + +Pêr, 26.02.2014, derengî şevê çekdarên DAIŞê dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê. + +Şahidekî ji bajarokê Til Meirûfê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û mizgefta ligel de, mizgeta gund a mzin, navenda asayişa PYDê, aşê gund û hejmarek malên gundiyan şewitandin û teqandin. + +Herwiha wî şahidî tekez kir ku çakdaran malên hemwelatiyan wêran kirin û sewal û otombîlên wan dizîn û ji gund derketin ";Bêy ku ti şer di navbera wan û YPGê de çêbibe."; + +Ji aliyek din ve wî şahidî da zanîn ku DAÎŞê 15 kes ji hemwelatiyên Til Meirûfê girtibûn, bi tohmeta ku ew alîgirên PKKê ne, û di nav wan de jin û zarok jî hebûn û ew birin bajarokê Til Hemîsê, lê piştire jin û zarok berdan û niha hê 11 zilam li cem DAÎŞê girtîne. + +Wî şahidî da zanîn jî ku heta niha hemwelatî venegeriyane malên xwe ";Ji ber ku tirs heye ku malên wan ji aliyê DAÎŞê ve hatibine bombekirin."; + +Ev êrîşa han ji aliyê çekdarên radîkal ve piştî wê yekê tê, ku pêr (26.02.2014) Yekîneyên Paratsina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li ser xwesteka rêveberiyên xweseriyê û wezareta bergiriyê biryara dane operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestînin. + + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, di navbera koma ku li dijî çêkirina qereqolê xwepêşandan kirin û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket. +Îro (28.02.2014) komek welatî ji Lîce û deverên derdorê bi mebesta protestokirina çêkirina qereqolê ber bi gundê Sîsê ve ketin rê. +Li gorî agahiyan, beriya ku girse bigihîje cihê qereqolê, rastî astengiya hêzên polîs û cendirmeyên Tirkiyê hat. +Ji ber wê jî girse li otomobîlên xwe peya bûn û ber bi qereqolê ve meşiyan û siloganên mîna ";Em qereqolê naxwazin em xweseriyê dixwazin";, ";Na bo şer"; û ";bijî serok Apo"; avêtin. +Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazî mudaxeleyî girsê kir û ji ber wê jî alozî derket. Hat gotin heta niha jî alozî didome… + + +Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwest, piştgiriya rêveberiya demkî û kantonên Rojavayê Kurdistanê bikin lê partiyên Rojhilatî sar nêzîkî vê banga KCKê dibin. +Hefteya borî, şandeke KCKê serdana hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kir. +Li gorî agahiyên Rûdawê, di hevdîtinên navbera şanda KCKê û berpirsên partiyên Rojhilatî de li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye axaftin û KCKê ji wan xwestiye, hemû hêzên Rojhilatî bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya rêveberiya demkî û kantonên Rojavayê Kurdistanê bikin. +Li gorî agahiyan, partiyên Rojhilatî jî ev daxwaziya KCKê qebûl nekirine û ji KCKê xwestine, rê bide hemû partî û hêzên din ên Rojava da ku beşdarî rêveberiya demkî bibin. +Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, li ser vê yekê ji Rûdawê re ragihand, şanda KCKê ji wan xwestiye hêzên Rojhilatî piştevaniya kantonên Rojava bikin lê wî li ser navê partiya xwe ji şanda KCKê re gotiye, ew piştevaniya îradeya gelê kurd bo bidestxistina mafên xwe dikin lê li gorî wan divê hemû hêzê û partiyek beşdarî rêvebirina Rojavayê Kurdistanê bibin her wiha ji wan xwestiye ku arîşe û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin. +Berpirsê Pêwendiyên PDKê li Hewlêrê Birahîm Zêweyî jî li ser vê daxwaza KCKê ji Rûdawê re got, wan ji şanda KCKê re gotine ku hewlên kurdên Rojava bo xwerêvebirinê gavek rast e lê serkeftina wê yekê girêdayî wê ye ku aliyê wê yê netewî zêdetir derkeve pêş û hemû aliyên siyasî beşdarî wê qonaxê bibin. +Berpirsê Pêwendiyên Sazimana Xebata Kurdistana Îranê Kamil Nûranî jî li ser vê yekê diyar kir, di hevdîtina digel şanda KCKê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine û di bersiva daxwaza KCKê ya piştevanîkirina rêveberiya demkî ya Rojava de gotine, rewşa niha ya Rojava destkeftek mezin bo gelê kurd e lê gazindên wan li ser cîbicîkirina pîvanên demokrasiyê û çawaniya beşdariya hêzên Rojava di rêveberiya demkî de heye. +Şanda KCKê her çiqas bi berpirsên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re hevdîtin pêk neanîbe jî lê berpirsên pêwendiyên wê partiyê Zagros Xosrewî, diyar kir ku partiya wî dixwaze ";Rêkeftina Hewlêrê"; li Rojava were cîbicîkirin û divê hemû aliyên siyasî beşdarî rêveberiya demkî bibin. + + + +Kobanî (Rûdaw)- Bi mebesta ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, di roja 19/2/2014 derdora 150 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî li ser rêya navnetewî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de, li derdora gundewarên Aley û Kenterê di parêzgeha Reqayê de ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatin girtin. + +Tevî ku hemwelatiyên herêma Kobanî zanin ku deriyê sînor yê Sêmalka ji bo derketina ji Rojavayê Kurdistanê girtiye û rêyên derketina ji herêma Kobanî ji aliyê DAÎŞ ve girtî û kontrolkirî ne jî, lê ji ber pêwîstiya wan bi dîtina derfetên kar, wan hewldan ku di riya qaçaxciyan re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Rêveberiya keraca Kobanî diyar dike ku ew kesên hatine girtin di rêya simsar û qaçaxciyan re ji herêma Kobanî derketine û ew nahêle ku servîsên wê rêwiyan di rêyên ne aram re ji herêma Kobanî derxin û ew rêwiyên ku hatine girtin, bê ku haya keracê jê hebe, ji aliyê servîsên qaçax re hatine hilgirtin. + +Ev bû nêzîkî 40 rojiye ku DAÎŞ elektrîk û ava vexwarinê ji ser herêma Kobanî qutkiriye û rêyên derketinê kontrol kirine, ji 2 çareyan li pêş xelkê nînin, an jiyana bê ava vexwarinê û elektrîkê û dorpêçkirî, an jî derketina di rêyên qaçax re. + +Ji bilî ku girtina derdora 150 Kurd bi hev re ji aliyê DAIŞ ve, kêşe û metirsiyeke mezine ji xwedî û malbatên girtiyan re, li aliyekî din derketina hejmarên wiha mezin rojane ji herêmên Rojavayê Kurdistanê bi xwe pirsgirêk û metirsiyeke dine. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê rêjeya baran barînê li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê belav kir û heta niha rêjeya herî mezin li Silêmanî û Akrê bariyaye. + +Li gor amara Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê, di 24 saetên borî de li bajarê Hewlêrê 1.6 mlm bariyeye û heta niha 188.1 mlm li Hewlêrê bariyaye. Li qeza Soran jî di 24 saetên borî de 3.4 mlm bariyaye û bi giştî 289.4 mlm bariyeya. Herwiha li bajarokê Pîrmamê jî heta niha 305.9 mlm bariyaye. + +Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî, li bajarê Silêmaniyê 460.3 mlm, li Çemçemalê 330.7 mlm û li Helebce jî 305.2 mlm baran bariyaye. + +Li parêzgeha Duhokê jî li navenda bajarê Duhokê .95 mlm, li Zaxo 403.1 mlm û li Akrê 407.8 mlm baran bariyaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Melbenda 3 ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê di rêya endam û alîgirên xwe re xwepêşandanek li dijî qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve li dar xist. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê xwepêşandanê got ku xwepêşanderan druşma ";Na ji bo qutkirina qûta xelkê"; û çend druşmên din bilind kirin. + +Ev xwepêşandan û nerazîbûn di demekê de ne ku heta niha Bexda mûçeya meha sibatê ya fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye. + +Duh jî li bajarê Bexdayê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. + +Dirbêsî (Rûdaw)- Biryar e îro piştî nîvro Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li bajarê Dirbêsiyê bi çalakiyekê 35emîn salvegera koça dawî ya ceneral Mistefa Barzanî bi bîr bînin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Dirbêesiyê ragihand ku merasîma îro dê ji aliyê şaxê ENKSê li Dirbêsiyê bê kirin û berpirsên EGRKê û kantona Cezîrê û herwiha hejmarek rêxistinên civaka sivîl û oldarên misliman û xristiyan jî tê de amade dibin. + +Duh înê EGRKê bi vê helkeftê çalakiyek li Navenda Hunerê ya Dirbêsiyê li dar xist. Di çalakiyê de berpirsên kantona Cezîrê û nûnerên ENKSê û çend partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. + +Serokê kantona Cezîrê Ekrem Hiso di çalakiyê de axifî û Mistefa Barzanî wek sîmbol û remzeke neteweyî bi nav kir û got ";Barzanî herdem ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn û xebat kiriye";. + +Kantona Cezîrê yek ji wan her sê kantonane ku PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha çile ya borî de li Rojavayê Kurdistanê ragihandine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Careke din kulîlkên Rojavayê Kurdistanê bi vekirina navendeke xwendinê geş dibin. + +Navenda ku li nahiyeya Daretûyê hatiye vekirin û 200 zarok dikarin tê de bixwînin, bi alîkarî û piştgiriya Yekîtiya Ewropa û çend rêxistinên sivîl hatiye vekirin. + +Di merasîma vekirina navendê de, rêveberên nahiyeyê û çend endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê amade bûn. + +Zarokan jî bi vekirina navendê keyfxweşiya xwe anîn ziman û bi helbest û stranan tevlî merasîmê bûn. + +Zarokên vê navendê berûvajî zarokên kampan, pirtûkên ku ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hatine amadekirin û şandin û, naxwînin, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew pirtûkên ku behsa gelê Kurd û Kurdan tê de nayê kirin, qebûl nekirine. + + + +Qamişlo (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo diyar kir ku deriyê sînorî yê Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî ev 4 roj in vekirî ye. Gedo da zanîn ku helwesta Hikûmeta Iraqê derbarê rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê de erênî bû û got, piştî serdana wan a Iraq û Başûrê Kurdistanê di dema pêş de ew diçin Tirkiyê. + +Li gorî ANFê, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo diyar kir ku hevdîtinên şandeya wezareta wan bi gellek rayedar û aliyên siyasî yên Iraq û Başûrê Kurdistanê re erênî bûn û wiha got: ";Ji bo pênasekirina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û hemû aliyên siyasî piştgiriya rêveberiyê bikin, serdana Başûrê Kurdistanê pilana serekî ya wezaretê bû."; + +Gedo di axaftina xwe de got ku serdana wan nêzîkî 16 rojan berdewam kir û encamên serdanê jî erênî bûn bi taybet piştî ku 16 partiyan ku cihê xwe di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de digirin, piştgirî dan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê. + +Gedo derbarê çareserkirina pirsgirêkên aborî û vekirina deriyê sînor ê Til Koçer ê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê û serdana wan a Iraqê de wiha anî ziman: ";Hikûmeta Iraqê piştî ku piştgiriya xwe da Rêveberiyên Rojava soz da ku deriyên sînor ji bo ku alîkariyên mirovî derbasî Rojava bibin, veke. Niha jî ji bo derî ji bazirganiyê re were vekirin, karûbar û lêkolînên qanûnî tên kirin."; + +Gedo di berdewama axaftina xwe de got ku mixabin ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi karê avakirina hikûmeta nû re mijûl bû wan nekarî hevdîtinan pê re pêk bînin û diyar kir ku dê di dema pêş de serdana hikûmeta nû bikin. + +Derbarê pilanên wezaretê de Gedo diyar kir ku dê di dema pêş de li ser vekirina deriyên sînor ên di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de bi Hikûmeta Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin. + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê û li geliyê Dîcle, komek genc û xort li dijî jêkirina darên daristana Hevsel dest bi çalakiya rûniştinê kirin. +Di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê û bi armanca şermezarkirina jêkirina darên daristana Hevsel bi tevlîbûna saziyên civaka sivîl biryar hat dayîn li nav daristanê çadir bên vegirtin û çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. + +Ji bo vê, koma yekemîn a genc û xortan li ber Beşa Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê ber bi daristana Hevsel ve ketin rê. Koma duyemîn jî ji taxa Fîskaya ya bajêr ber bi daristanê ve meşiyan. + +Di meşê de pankarta "Ji Hevsel ber bi Geziyê, Dîcle li ber xwe dide" hat vekirin, piştî meşê gellek ciwanên ku li hev kom bibûn li daristana Hevsel çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Ji danê sibehê ve ku polîsan li qadê tedbîr girtin ciwan bi sirûda, "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk anîn. + +Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanan Huseyîn Kaya bal kişand ser jinavbirina darên daristana Hevsel û diyar kir ku dê çalakiya wan mayînde be. + +Hevseroka Rêxistina Amedê ya BDP'ê ,Zubeyde Zumrut jî çalakiya ciwanan silav kir û got, "Biryara ciwanan biryareke rast e û însanî ye. Divê tevayî gel bê vir û em li xwezaya xwe xwedî derkevin." + +Paşê Namzedê Hevserokê Şaredariya Sûrê Seyît Narîn wiha axivî: "Geliyê Dîcle yê gel e. Erda Zanîngeha Dîcle niha hatiye dagîrkirin. Ev tiştên tên kirin qirkirin e." + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo vekirina hinek projeyan dê serdana bajarê Silêmaniyê bike. + +Hat zanîn, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (02.03.2014) serdana bajarê Silêmaniyê bike. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, beşek ji bernameya serdana Barzanî ya Silêmaniyê vekirina projeya bi navê ";Şarî Ciwan"; e ku ji aliyê şîrketa Farûq Holdîng ve hatiye cîbicîkirin. + + +Mistefa Şêx Mihemed Barzanî ku wek Mela Mistefa Barzanî tê nasîn, sala 1903 li gundê Barzanê yê ser bi devera Mêrgesorê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, bi sedema serhildanên deverê di jiyê pênc salî de ew û diya xwe ketine zîndanê. Birayê şêx Ebdulselam Barzanî ye, ku ji ber ku rêberiya şoreşa Barzanî ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve hat bidarvekirin. Di xortaniya xwe de bi hêzek mezin ji Barizaniyan berê xwe dide devera Silêmaniyê û diçe alîkariya şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd. + +Ji aliyekî din ve hêzek mezin ji Barizaniyan dide pey xwe û diçe hewariya ermeniyên ku rastî komkujiyê hatine. Di salên 1932î de bi hêceta ku rêbertiya şoreşa Barzan kiriye heta sala 1943an bi malbata xwe sirgûnê Silêmaniyê tê kirin. Di sala 1943an vediger devera Barzan û şoreşek din li dar dixe, sala 1945 serperşitya hêzeka mezin dike û berê xwe dide Komara Kurdistanê bo aliyakariya wan li Mehabadê , herweha di komarê de pileya generaltiyê werdigire û dibe fermandeyê gşitî yê hêzên Pêşmerge. + +Mela Mistefa Barzaznî, sala 1946 Partiya Demokrat a Kurdistanê dadimezirîne û wek serokê partiyê tê hilbijartin.Piştî şikestina Komara Kurdistanê, Barzanî biriyar dide teslîm nebe û bi 500 hevalên xwe ve berê xwe didin Soviyetê. Sala 1947 bi komek pêşmergeyan xwe ve li ava Aras didin û digihên Ermenistanê û li wir di kempekê de li herêma Nexçewanê dimînin , heta tên veguhestin bo dewrdora bajarê Bakû, paytexta Azerbêcanê, sala 1948 Barzanî û hevalên xwe tên guhastin dîsan lê bo Ozbekstanê vê carê . di pey wê de jî li komarên cûda cûda yên yekêtiya Soviyêtê tên belavkirin . + +Sala 1958 Barzanî û hevalên xwe ji aliyê Ebdulkerîm Qasim yekemîn serokkomarê Iraqê hatin vexwendin ku vegerin û bi merasîmekê mezin pêşwazî li wan hate kirin li Bexdayê. Meha Îlonê ya sala 1961 dest bi şoreşekê kir û ji ber wê jî wek Şoreşa Îlonê hat nasîn. Di 11ê Adara 1970 û bi sedeme şoreşê hikûmeta Bexdayê neçar dibe ku mafên nîşitimanî yên milletê Kurdistanê qebûl bike û li ser dayîne mafê otonomiyê bi Barzanî re li hev werin. + +Sala 1971 Barzanî ji hewla terorkirinê rizgar dibe , dû re eşkere bû ku Bexdayê pilana vê yekê danîbû. Sala 1974 hikûmeta Iraqê bêyî ku bi kurdan re bişêwire rêkeftina otonomiyê bin pê dike , ew jî bû sedema gurbûn û tundbûna şoreşa kurdî bi serokatiya Barzanî li dijî hikûmeta Iraqê . + +Roja 6ê Adara 1975 hikûmetên Îran û Iraqê bi agadariya Amerîka ";Rêkeftina Cezayirê"; îmza dikin, ew bû sedemek ji sedemên şikestina şoreşa kurdan bi rêberyêe Mela Mistefa Barzanî. Pşitî şikestina şoreşê Barzanî û gellek ji serkirdeyên şoreşê û pêşmergeyên Kurdistanê bi mal û zarokên xwe vê carê berê xwe didin Îranê . + +Barzanî û serkirdeyên şoreşê wezîrê derve yê wê demê yê Amerîka Henry Ksînger û Mihemed Riza Şahê Îranê bi wê tohmetbar dikin ku pişta xwe dane kurdan û xiyanet li wan kirine. Di sala 1976 de Barzanî bi ji ber nexoşiyê berê xwe dide Amerîka û li wir têkeliyên xwe bi mediyaya amerîkî û Kongrêsê re qayimtir dike, ew jî erênî bûn li ser doza kurd. + +Mela Mistefa Barzanî, roja 1ê Adara 1979an li nexweşxaneya George Towan li bajarê Washingtonê yê Amerîka çû ber dilovaniyêe xwedê û di pey re li bajarê Şino yê Rojhilata Kurdistanê tê definkirin lê cenazeyê wî û kurê wî Idrîs Barzanî sala 1993an bo zêda wan tên veguhestin û li wir tên definkirin… + + +Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi dirûşma "Bi Jina Azad re Ber Bi Neteweya Demokratîk" ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi hezaran jin hatin gel hev û mîtîng li darxistin. + +Îro (01.03.2014) li bajarê Dersîmê, bi helkefta 8'ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê, bi hezaran jin li qada Seyît Riza hatin gel hev û dest bi mîtîngê kirin. Bêrê ku mîtîng destpê bike Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Palementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê Nurhayat Altûn, Endamên Platforma Jinan ên Dêrsimê, Jinên Wan, Sêrt, Xarpêt, Amed û Êzirganê hatin û bi hezaran jinan li ser Pireya Mamekî li hev kom bûn û çûn serdana Goristana Asrî ya Şaredariyê ser gora endama PKKê Sakîne Cansiz (Sara) ya ku li Parîsê hat qetilkirin. Jinan Qerenfîlên sor danîn ser gora Cansiz û ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. + +Piştî serdana goristanê bi hezaran jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kiribûn bi xêliyên kesk, sor û zer avêtibûn stûyê xwe û di destê wan de, bi pankarta ku wêneyên 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin ya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser hebû bi nivisa "Gotina ku em bêjin û hêza me ya guhertinê heye" hilgirtin û ber bi Parka Seyît Riza ve meşiyan. + Meş li Qada Seyîd Riza bidawî bû. Mîtîng bi rêzdariya destpêkir û bi axaftina beşdarvanan berdewam kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsekî Tevgera Gorran dibêje ku derengketina avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dilgiraniyek xistiye navaç hemwelatiyan û piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê. + +Berpirsê odeya têkiliyên siyasî ya Tevgera Gorranê Mihemed Hacî ji malpera partiya xwe re ragihand ";Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) soz dabû ku di meha sibatê de hikûmeta nû ava bike, lê mixabin ew pirs yekalî nebû û hemû aliyek dilgiran kir";. + +Hacî got ";Erkê PDKê ye ku herî zû kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike, ji ber ku ev pirs li cem xelkê Kurdistanê gelek girîng e";. + +Mihemed Hacî herwiha got ";Eger armancek li pey paşxistina avakirina hikûmetê heta piştî hilbijartinên meha nîsanê hebe, emê vê yekê qebûl nekin û Gorran dê helwesta wê hebe";. + +Kobanî (Rûdaw)- Biryar e sivê duşemê deriyê sînorî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li bajarê Kobanî bê vekirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ev bû çend rojin ku di nav xelkê herêma Kobanî de behsa vebûna deriyê sînor bi awayekî fermî di navbera welatê Tirkiyê û herêma Kobanî de dibe. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku hikûmeta kantona Kobanî ya ku di dawiya meha sibatê de ji aliyê PYDê û 2 partiyên din ên Kurd ve hat avakirin, nûçeya vekirina derî sibê duşemê bi awayekî fermî + +Hikûmeta kantona Kobanî herwiha got ku hîn hikûmeta Tirkiyê ti alî li herêma Kobanî ji bo vekirina derî agehdar nekiriye. + +Deriyê sînor di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Kobanî ji dawiya Îlûna sala 2013an de ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û birin û anîna nexweş û birîndaran li bajarê Kobanî hatibû vekirin. + +Eger derî sibê bi awayekî fermî were vekirin, wê rêwî jî bikaribin ji herêma Kobanî serbest tê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û vegerin. + + +Helebce (Rûdaw)- Îro li bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo cîbicîkirina biryara bi parêzgehkirina Helebce dê were lidarxistin. + +Xelkê Helebce dibêjin ku ev dê yekem gava wan a karê sivîl be û ew dê gavên xwe zêdetir bikin. + +Xwepêşandan dê bi muhleta fermî bê lidarxistin û biryar e xwepêşandan saet 4ê piştî nîvro li ber peykerê Omerê Xawir li navenda bajar destpêbike. + +Serpereştyarên xwepêşandanê dibêjin ku ji bo xwepêşandana wan mezin be ew berî niha ligel hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistinên sivîl û oldaran civiyane. + +Di xwepêşandana îro de xelkê Helebce wê daxwaz bikin ku berî 16ê adarê ku salvegera kîmyabarankirina bajar e, biryara bi parêzgehkirina Helebce bê bicihkirin. + +Xelkê Helebce ji bo vê armancê wê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bikin ku li gor desthilata wan biryarê bidin. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê kesên nenas şeva borî bombe avêtin ofîsa hilbijartinê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP). + +Li gor nûçeya DÎHAyê, şeva borî saet 01.30ê 2 kesên ku nasnameya wan nehat naskirin bombe avêtin ofîsa hilbijartinê ya BDPê li qada Azadiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê û reviyan. + +Li ofîsê ji ber ku kes tine bû tişt bi kesî nehat, lê ofîs wêran bû. + +Piştî teqînê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin û lêkolîna wan berdewam e. + +Hevserokê rêxistina BDPê yê Qoserê Fettah Tekin derbarê bûyerê de got ";Ev êrîş li dijî pêvajoya aştiyê ye û kesên aştiyê naxwazin ev êrîş pêk anîne. Em vê êrîşê şermezar dikin";. + +Kobanî (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna ku roja 11ê mijdara 2013an li ber navenda Heyva Sor ya Kurd li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê çêbûbû, jiyana xwe ji dest da. + +Birîndarekî teqîna Kobanî bi navê Ziyad Salih Silêman ku zarokekî 13 salî ye, roja 28ê meha sibatê ya borî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyê Ziyad duh ji Bakurê Kurdistanê anîn bajarê Kobanî û li goristana ";Şehîd Dicle"; li gundê Termikê spartin axê. + +Bi vê yekê jî hejmara kesên ku di teqîna Kobanî de jiyana xwe ji dest dan gihişte 15 kesan. + +Di nava kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan 5 zarok hebûn, herwiha 6 ji wan koçberên ji parêzgeha Hemayê bûn. + +Di encama teqînê de 28 kes birîndar bûbûn. + +Enqere (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) xwe amade dikin ku piştî hilbijartinên şaredariyan li Bakurê kurdistanê bingeha xweseriya demokratîk ava bikin. Ev biryar ji aliyê siyasetmedar û hiqûqnasan ve tê şirovekirin. + +Rayedarên her du partiyan di daxuyaniyên xwe de aşkere dikin ku ew li benda qebûlkirina dewletê nasekinin û dê bi vekirina meclisên herêmî û dibistanên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê didin xweseriya demokratîk bidin destpêkirin. + +Hiqûqnas dibêjin bi yasayên niha asteng li pêşiya xweseriya demokratîk heye, lê heke hikûmet xala avakirina şertên reveberiyên herêmî ya Neteweyên Yekbûyî biselimîne dê ev proseye hêsantir bibe. + +BDPê dixwaze xweseriya demokratîk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê belê li seranserê Tirkiyê bê pêkanîn. Li gorî projeya BDPê, Tirkiyê dê bibe 20- 25 herêmên xweser û her herêmek dê ji 3-4 parêzgehan pêk were. + + + +Wan (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê amadekarî û propagendaya hilbijartinên şaredariyan her çiqas carina alozî derkevin jî bi hemû hêza xwe didomin. + +Li Bajarê Wanê amadekariyên partiyan ji bo hilbijartinên herêmî ber bi hilbijartinê ve xurt dibin. + +Di hilbijartinên herêmî yên 2009an de Şaredariya Wanê BDPê destxistibû. + +Di hilbijartinên 2009an de BDPê %53 û AKPê jî %39 deng wergirtibûn. + +Li gorî rojnameyên herêmî yên Wanê ku amadekariyên hilbijartinên şaredariyê ji nêz ve dişopînin jî di hilbijartinan de 2 hêzên sereke BDP û AKPê hene. + +Piştî ku Şaredariya Wanê gihişte statuya ";bajarê mezin"; ji bo partiyên bi hêz jî bû xwediyê balkêşiyek cuda. Li gorî vê statuyê navçe jî ji bo navendê deng didin. + +Nêrîna rojnamevanên Wanê jî ewe ku bajarê herêma Serhedê Wanê kî destbixe dê di herêmê de bibe xwediyê hêzeke girîng. + +Li gorî ";Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê"; di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li Wanê 577186 dengder dê deng bidin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Seroka Kongreya Neteweyî ya Kudistanê (KNK) Nîlofer Qoç aşkere kir ku KNKê dixwaze konferanseke berfereh li Rojavayê Kurdistanê li dar bixe. + +Nîlofer Qoç duh li bajarê Silêmaniyê ligel serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad civiya û derbarê rewşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin. + +Li gor daxuyaniya Encûmena Navendî ya YNKê, di civînê de Nîlofer got ";KNKê hewl dide konferansekê li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina şoreşa li Rojava li dar bixe";. + +Nîlofer diyar kir ku ew dixwazin piraniya hêz û partiyên Kurdistanê di konferansê de beşdar bibin û di vê çarçoveyê de Adil Murad vexwend konferansê. + +Ji aliyê xwe, sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê Adil Murad bang li partî û aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir ku dest ji nakokiyên xwe berdin û xwe dûrî destêwerdanên derve bikin. + +Adil Murad herwiha car din got ku YNKê piştgiriya rêveberiya xweseriya demokratîk dike, ya ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. + +sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê herwiha bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku sînorê ligel Rojavayê Kurdistanê yê ku rêveberiya wê li aliyê Rojava di destê kantona Cezîrê ya PYDê û hevalbendên wê de ye, veke. + +Adil Murad herwiha got ku ";ew li hember helwesta hinek partiyên ku hêncet û bihaneyên li dijî tevgera şreşgerî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê tînin, matmayî dimîne";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve diyar kir, diviya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî meseleyên siyasî tevlî mûçeyên karmendan û jiyana welatiyan nekiriba. Dizeyî her wiha da zanîn, diyalog û hevdîtin bo çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan didome. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ragihand, nedibû Malikî meseleyên siyasî tevlî mûçe û jiyana welatiyan kiriba û wiha got: ";Mixabin tişta ku me hêvî nedikir ew bû ku birêz Malikî ku bixwe li Kurdistanê jiyaye û li Hewlêrê xwendiye, meseleyên siyasî tevlî jiyana welatiyan kiriye."; + +Sefîn Dizeyî, diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rê daye pêşiya xwe bo çareserkirina arîşe û nakokiyan lê hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendan birrî, ev jî karekî rast nîne ji ber ku nabe mirov vê yekê mîna kartekî siyasî li dijî aliyê din bikar bîne, ji ber ku pişka bûdceya Herêma Kurdistanê li nav bûdceya Iraqê de destûrî ye. + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman ku hikûmeta Iraqê nabe ferq û cudahiyê bixe navbera welatiyên Iraqê lê vê gavê hemû dibînin ku Serokwezîrê Iraqê di mijara mûçe de ferqê dixe navbera welatiyan û tişta ku li Herêma Kurdistanê jî rûdide ";dorpêça darayî"; ye li ser gelê Kurdistanê. + +Sefîn Dizeyî ji rayedarên Bexdayê xwest, piştevaniya qonaxa avakirin û geşekirina Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku Herêma Kurdistanê devera herî aram a Iraqê ye û divê Iraqê şanaziyê pê bike û wiha pêde çû: ";Herêma Kurdistanê bûye sitargeha her kesên ku neçar mane ji cih û warên xwe birevin, her wiha bûye warê hemû ayîn û mezheban bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan. Herêma Kurdistanê rolek serekî di pêşxistina Iraqek demokratîk û federal de…";. + +Li gorî Dizeyî, qutkirina qûtê xelkê û girêdana wê bi mesela petrolê, berovajî prensîbên destûrî ye. + +Berdevkê hikûmetê da zanîn ku hikûmeta Iraqê baş dizane heta niha yek bermîl petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re nehatiye firotin û wiha anî ziman: ";Em dîsa dibêjin, em amade ne bi diyalogê kêşeya petrolê çareser bikin û em dixwazin di zêdekirina dahata Iraqê de rol bilîzin."; + +Sefîn Dizeyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ti pêywendiya derengketina pesendkirina bûdcê ji aliyê parlamentoyê ve bi bûdceya parêzgehan û mûçeyên karmendan ve nîne ji ber wê jî ew vê hêcetê red dikin ku berpirstiya qutkirina mûçeyên xelkê bixin stûyê bûdceya Iraqê. + +Di dawiyê de berdevkê hikûmetê ragihand, hemû karmend û mûçexwaran arxayîn dike dê hemû hewlên xwe bo çareserkirina vê kirîzê bikar bînin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, keçeke xwendekar a kurd li zanîngeha Nazlû ya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li nav jora xwe ya razanê de mirî hatiye dîtin. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, duh (01.03.2014) xwendekara bi navê Şeyda Hatemî li nav jora xwe ya razanê de ";kuştî"; hatiye dîtin, çimkî tê gotin li ser kincên wê dilopên xwînê hebûye. + +Li gorî agahiyan, termê Şeyda Hatemî ku xwendekara qonaxa masterê ya endazyariya jeolojiyê ya zanîngeha Nazlû ya Ormiyê bûye, bêyî ku haya malbata wê jê hebû radestî pijîşkiya qanûnî hatiye kirin. + +Berpirsê zanîngeha Nalû, diyar kir ku wê keça kurd bixwe xwe kuştiye lê hevalên wê dibêjin, ew piştrast in ku Şeydayê xwe nekuştiye. + +Xizmekî malbata Şeyda Hatemî da zanîn, serê wê şiketibû û destê wê jî birîndar bibû û wiha got: ";Ev jî nîşan dide ku Şeydayê xwestiye li hember qatil xwe biparêze."; + +Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, berpirsên zanîngehê bêyî ku wêne û fîlma cihê bûyerê bigirin terê keça wan şandine pijîşkiya qanûnî û dixwazin bi vê yekê bûyerê serpoş bikin û nehêlin xwendekarên din li hember vê yekê nerazîbûnê nîşan bidin. + +Her wiha hat zanîn ku birayê Şeydayê parêzerek bo şopandina dosyayê girtiye. + +Tê gotin, lêkolîn li ser termê Şeydayê dê îro dest pê bike û sedema mirina wê jî were eşkerekirin. + +Şeyda Hatemî 24 salî bû û ji gundê Noyê yê devera Mirgeverê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bû. + +Bûyerên wiha her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diqewimin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku roja 10ê vê mehê wek roja liberkirina kincên netewî û niştimanî ye lê her kes azad e li ber bike yan na. + +Berpirsa Ragihandinê ya Wezareta Perwerdê Hacer Dawûd, ragihand, li ser rizamendiya wezîrê perwerdê roja 10ê Adara wek roja liberkirina kincên netewî bû hemû karmend, mamosta û xwendekarên Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin. + +Hacer Dwûd, anî ziman ku di wê rojê de dewama sazî û îdareyên fermî heye û lixwekirina kincên netewî jî arzûmendane ye û da zanîn, roja din bêhnvedana biharê ya sala xwendinê ya 2013-2014an dest pê dike. + +Roja liberkirina kincên netewî sê sal berê ji aliyê wezareta perwerdeya Herêma Kurdistanê ve hat destnîşankirin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî, di merasima vekirina projeya Şarî Ciwan de li Silêmaniyê axaftinek kir û got, divê sermiyana mirovî ya navxwe zêdetir girîng bê were dayîn ji ber ku anîna destê kar ji derve karekî xelet e. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îşev li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina Şarî Ciwan ku ji hotêlek mezin û gellek beşên cur bi cur pêk hatiye, bû. + +Piştî vekirina projê, Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û diyar kir, Herêma Kurdistanê piştevaniya berhemanîna navxwe dike û got, em spasiya wan kesan dikin ku li sermiyana xwe li Kurdistanê dixin kar. + +Barzanî anî ziman ku ev projeyên mezin bi teşwîqa hikûmetê tên cîbicîkirin û hikûmet piştgiriya sektora taybet a geştiyariyê dike. + +Serokwezîr Barzanî, destnîşan kir ku divê girîngiyek zêdetir bi hêza kar a navxwe were dayîn ji ber ku anîna hêza kar ji derve xelet e. + +Nêçîrvan Barzanî spasiya xwediyê projê û serokê Farûq Holdîngê Farûq Mela Mistefa jî kir û got, eger sektora taybet rola xwe nelîze welat pêş nakeve. + + +Qamişlo (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn, ragihand ku wan hemû operasyonên xwe yên leşkerî dane sekinandin lê dê bersiva êrişên komên radîkal ên mîna DAIŞ û El Nusra li ser devera Til Meirûfê bidin. + +Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ew êdî êriş û operasyonên leşkerî li dar naxin lê eger êrişî li dijî wan pêk hat dê xwe biparêzin. + +Xelîl, her wiha li ser êrişa komên çekdar ên mîna DAIŞ û El Nusra li ser devera Til Meirûfê jî got, ew êriş dê bêbersiva nemînin…. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê Amedê yê BDPê Altan Tan, diyar kir ku ji ber bûyerên vê dawiyê yên Tirkiyê dengên AKPê di hilbijartinên herêmî de dê kêm bibe. Tan her wiha rexne li BDPê jî girt û got, BDP di mijara oldariyê de teng bûye. + +Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan ku berê endamê Partiya Saadetê ya Tirkiyê ku partiyeke îslamî ye, bû, îşev beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw Tv bû û li ser rojeva Tirkiyê û BDPê bersiva pirsên Hîwa Cemal da. + +Tan, derbarê sedema ku kurdên Bakûr dengên xwe didin Partiya Dad û Geşedanê (AKP) de wiha got: ";Sê sebebên vê yekê hene; ya yekê ew e ku kurdên Bakûr piranî oldar in, ji ber wê jî dengê xwe didin AKPê lê eger ji AKPê aciz jî bibin dengên xwe nadin CHP û MHPê, ya duyem ew e ku siyaseta BDPê di hilbijartinên vê carê de fireh nebûye çimkî qismên dîndar hebkî hatine piştguhxistin di vê hilbijartinê de, ya sêyem jî ew e ku Erdogan dibêje eger ez bikevim dê pêvajo têk biçe."; + +Wî parlamenterê Amedê, anî ziman ku ji ber bûyerên vê dawiyê yên Tirkiyê û gendelî û bertîlên ku hatine kirin û dayîn, dengên AKPê dê kêm bibe. + +Altan Tan li ser rêjeya dengên BDPê di hilbijartinên herîmî yên 30ê Adara îsal de jî got, eger bereya karê BDPê li gorî rastiya civaka Kurdistanê be û şaredar û parlamenter ji nav wê civaka ku 70-80% jê oldar in û nimêj dikin, were destnîşankirin û hilbijartin wê çaxê dengê BDPê dê zêde bibin. + +Li ser Pakêta demokrasiyê ya ku duh ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hat pesendkirin, wî parlamenterê BDPê ragihand ku ew pakêt mezin tê dîtin lê hundirê wê vala ye, ji ber ku hikûmet dixwaze bi van pakêtan xelkê bixapîne. + +Derheqê dariştina qanûna bingehîn a nû de jî Tan ragihand ku Erdogan derewa dike dema dibêje BDP alîkariya me nake bo derxistina qanûna bingehîn, ji ber ku wan gellek caran ji hikûmetê re gotine eger ew birastî amade bin BDPê dê alîkariya wan bike. + +Li gorî Tan, eger li şûna AKPê, MHP yan jî CHPê desthilatê bigirin dest ew jî neçar in pirsa kurd çareser bikin ji ber ku ew êdî nikarin mîna berê bêjin ";emê herin Hewelêrê bigirin, Qamişlo bigirin, me petrola kurdan nevêt";. + +Silêmanî (Rûdaw)- Biryare îro, 03.03.2014, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana Silêmaniyê bike û ligel serkirdayetiya Tevgera Gorranê bicive. + +Şanda PDKê ji her du endamên polîtburoya PDKê Fadil Mîranî û Azad Berwarî pêk tê, û birayre ligel Rêxerê Giştî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa û serkirdeyên din ên wê tevgerê, bicivin. + +Li gor zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê biniyaze di vê civînê de bersiva daxwaza Gorranê, bo wergirtina postên kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide. + +Herwiha dê pêşniyarên xwe bide Tevgera Gorranê bo wergirtina wezaret û postên din di hikûmeta bê de. + +Yek ji wan postên ku di danûstandinên vê dawiyê de Tevgera Gorranê daxwaz dikir, Wezareta Navxwe bû. + +Lê nediyare bê wê PDKê pêşniyara çi postan bide Gorranê. + +Silêmanî (Rûdaw)- Berhem Salih, di rêya Zanîngeha Amerîkî li Iraq/Silêmanî, korbenda Silêmaniyê lidar dixe, ku tê de çendîn berpirsên mezin ên çend welatan û pisproên biyanî beşdarin, hinek ji wan jî ev cara yekem e ku serdana Silêmaniyê dikin, dixuyê ku ev nameyek be ku Berhem Salih arasteyî hevrikên xwe bike ku piştî Talebanî ew lîstikvanê siyasî ye. + +Korbenda Silêmaniyê rojên, 4-5ê mehê birêve diçe û tê de arîşeyê Rojhilata Navîn tên gotûbêj kirin. + +Mêvanên korbendê, ku bi serpirştiya Berhem Salih e, ji: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Derve Yê Tirkiyê Ehmed Davutoglo, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî, Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Iraqê Falih Feyad, Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Haçim el-Hesenî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdsiatnê Fûad Hisên, Wezîrê Xwendina Bilindê Iraqê Elî Edîb û Wîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdsiatnê Aştî Hewramî, pêk tên. Tevî çendîn pisporên Erebî biyanî ji zanîngehê cîhanê. + +Li gor zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî amadeyiya xwe aniye ziman da beşdarî vê korbendê bibe, lê ji ber girêdana wî bi serdaneke din ve ew amade nabe. + +Herewiha ew mêvan jî dê ji bo, Berhem Salih dê bên Silêmaniyê. + +Ev korbende dê bibe nimayişeke siyasî û dîplomasî ya Berhem Salih, ku di vê demê de dibe nameyek bo hevrikên wî, ku ew dikare welatên cîhanê li Silêmaniyê kom bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzerê doseya kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî, Kawa Letîf ragihand ku dadwerê asayişa Kelarê biryara girtina Mehmûd Sengawî û Zaxo Ahmedî da. + +Kawa Germiyanî yê rojnamevan di 6ê meha Gulana sala 2013an li pêş deriyê mala xwe bi guleyan hatibû kuştin. + +Mehmûd Sengawî endamê polîtburoya YNKê, yek ji wan kesan bû ku ji aliyê malbata Kawa Germiyanî ve bi tohmeta kuştina kurê wan hatibû tohmet barkirin, roja 6ê Çile jî dadwerê lêkolînan fermana girtina Sengawî da. + +Pişîr zêdetir ji 20 roj girtin, Mehmûd Sengawî serbest hat berdan û di kongreyekî rojnamevanî de car din tekez li ser bê tawaniya xwe himber kuştina Kawa Germiyanîm kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ligel Tevgera Gorranê bidawî hat, û şanda PDKê ragihand ku ew dê di 48 demjimêrên bê de civîneke berfereh bi pêka anîna kanbîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lidar bixin. + +Îro, 03.03.2014, şanek ji PDKê ku ji Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê polîtbûroya PDKê Azad Berwarî pêk hatibû, liSilêmaniyê ligel berpirsên Tevgera Gorranê civiyan. + +Piştî bidawîhatina civînê Fazil Mîranî ji rojnamevanan re got: ";Me komek pêşniyarên nû pêşkêşî Gorranê kirine."; + +Herwih Mîranî aşkere kir ku ";Di 48 demjimêrên bê de em dê civîneke berfereh bo pêkanîna hikûmetê lidar bixin."; + +Ji ber ku PDKê di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Parlamentoya Kurdistanê de dengên herî zêde bidest xistibû, wek partiya yekem bûye erkdara pêkanîna hikûmeta nû. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka di karûbarên Iraqê de Bret McGork, di hevdîtina digel Barzanî de ragihand, divê kêşeya birrîna mûçe di demek zû de were çareserkirin û da zanîn, di demek nêzîk de dê pirsgirêka vîze ya navbera Amerîkaû Herêma Kurdistanê jî were çareserkirin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro danê êvarê li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka, Bret McGork kir. + +Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, destpêkê alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka spasiya Barzanî kir ji ber ku di çareserkirina arîşeyên penaberên Sûriyê û alîkariya wan de rolek girîng lîstiye. + +Wî berpirsê amerîkî li ser serdana Barzanî ya Amerîka jî ragihand, serokê Amerîka Barack Obama ji pêşwaziya Barzanî kêfxweş dibe her dema ku bixwaze serdana Amerîka bike û da zanîn, hewlên cidî bo çareserkirina arîşeya vîze ya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê tên dayîn û ev kêşe dê di demek nêzîk de çareser bibe. + +Wî dîplomatê Amerîkî li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî axivî û got, Amerîka ji Bexdayê xwestiye ev kêşe di demek zû de were çareserkirin û rêya diyalogê di navbera her du aliyan de xweş bibe. + +Barzanî jî di civînê de diyar kir ku divê hilbijartinên Iraqê di dema xwe de were lidarxistin û ragihand, birrîna mûçeyên karmendan ti pêwendiyek bi nakokiyên siyasî ve nîne lê hikûmeta Iraqê wek kartekî li dijî Kurdistanê bikar tîne, ew biryara Bexdayê rewa nîne û binpêkirina mafên welatiyên Kurdistanê ye û ti kes nikare vî mafî zeft bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, diyar kir ku ti boriyek petrolê ya qaçax li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nîne û nûçeyên ku li ser vê yekê hatine belavkirin, hemû derew in. + +Beriya niha sererkaniya artêşa Tirkiyê îdia kiribû, li ser sînorê navbera Bakûr û Başûr li devera Şemzînanê ya Colemêrgê boriyek petrolê ya qaçax dîtine ku dirêjiya wê 500 metre bûye û di bin erdê de hatibû veşartin ku bo hinartina petrolê dihat bikaranîn. + +Li ser vê yekê, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro di daxuyaniyekê ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, piştî belavbûna wan nûçe û îdiayan hikûmetê lêkolîn kiriye lê tiştekî wisa nehatiye dîtin. + +Sefîn Dizeyî, anî ziman ku devera Colemêrgê deverek çiyayî û dûrdest e û ti bîrek petrolê li wir nîne ku heta borî jî li wir hebe û wiha got: ";Gelo boriya ku dirêjiya wê 500 metre be dê neftê ji kuderê heta kuderê bişîne?"; + +Berdevkê hikûmetê destnîşan kir ku hikûmet ti carî rê nade tiştekî wisa bê kirin û divê hemû qonaxên hinartina petrolê bi awayekî zelal û li gorî mafên destûrê bên meşandin û li ser bingeha rêkeftina digel hikûmeta Iraqê pêk bên. + +Sefîn Dizeyî, her wiha ragihand ku ew hemû kiryar û karên wiha red dikin û tenê boriyek di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de heye ku ew jî hemû kes jê agahdar e û heta niha yek bermîl jî bi rêya wê boriyê re nehatiye firotin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Bi hêceta ku rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka yê aliyê Rojavayê Kurdistanê rê nedaye delege û endamên civînê derbasî Başûr bibin, kongreya damezirandina partiya nû ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-Sûriye) nehat lidarxistin. +Partiyên endamên Yekitiya Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin partiyeke nû ava bikin, ji ber vê jî biryar bû îro (03.03.2014) li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, kongreya damezirandina partiyeke nû ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê were lidarxistin. +Lê ev kongre bi hêceta ku rêveberiya deriyê Sêmalka yê aliyê Rojava ku di bin destê Kantona Cizîrê de ye, rê nedabû endamên kongrê derbasî aliyê Başûr bibin, pêk nehat… + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Şaredariya Dêrsîmê du wesayîtên nû bi rêwresmekê radestî şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê kir. + +Wesayîtên ku li ser daxwaza şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê ve hatibûn kirîn, şaredar Edîbe Şahîn bi destê xwe radestî hemwelatiyên astengdar kir. Ji sê wesayîtên hatine kirîn jê du hatin radestkirin, lê belê ya din ji ber taybetmendiyên wê yên cuda dê di van rojên bê de ew bigihêje ber destê komeleyê. + +Duh di dema radestkirina wesayîtan de şaredara Dêrsîmê ji bo yek ji astengdara ku wesayît jê re hatibû kirîn re surprayza pasteya rojbûnê jî dabû amadekirin. Dilşadiya hemwelatiya astengdar hem bi wesayîta nû hem jî ji aliyê şaredariyê ve pîrozkirina rojbûna wê, hê zêdetir ew bextewer kir. + +Şaredara Dêrsîmê di axaftina xwe ya li ber komeleyê de diyar kir ku di van 10 salên dawî de di hemû xebatên şaredariyê de liberçavgirtina astengdaran pêk anîne. Şahînê axaftina xwe wiha domand: ";Ne tenê di rêkûpêkkirina bajêr de, di gelek warên de din de jî me hewl û piştevaniya hemwelatiyên me yên astengdar kir";. + +Şaredariya Dêrsîmê di du otobêsên nû ku çend roj berê xist xizmeta hemwelatiyan de pêlingin/pilîkanên ku astengdar bi hêsanî wesayîtên xwe dikarin biajon nav otobêsê jî hebûn. + +Piştî axaftina Şahînê, seroka şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê Husniye Karadag sipasiyên xwe pêşkêşî Şaredara Dêrsîmê kir. + +Husniye Karadagê diyar kir ku heta niha her tim Şahîn piştegiriya astengdaran kiriye û yeka wan nekiriye didu. Karadagê wiha domand: ";Heta niha her daxwazek me herî dereng di sê rojan de pêk hatiye. Ez pir sipasî vê hestyariya şaredara me dikim";. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wek rêzgirtinekê li qurbaniyên Enfalan ku hejmara wan zêdetirî 182 hezar kes bû, Navenda Jîngehê û Navenda Rewşenbîrî yên Şeqlawe bi dehan dar li kampa Basirmê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê çandin. + +Her du saziyan darên xwe li ber dibistana kampê ya bi navê dibistana Rojava çandin ku 600 xwendekar tê de dixwînin. + +Xwendekarên dibistanê jî di çandina daran de alîkariya endamên her du navendan kirin û kêfxweşiya xwe jî bi vê çalakiyê anîn ziman. + +Bi çandina van daran re, him jîngeha nav kampê tê parastin û him jî hêviyên jiyanê li cem koçbern geştir dibin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê destpêkir û 2 rojan berdewam dibe. Di forumê de dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bêne gotûbêjkirin. + +Mêvanên forumê pêk tên ji: serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Falih Feyaz, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Haçim el-Hesenî, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb, wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û piraniya serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê. + +Gotara yekem a forumê ji aliyê wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb ve hat pêşkêşkirin û tê de bal kişande ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got ";Divê hewl ji bo sînordarkirina pirsgirêkan bê dayîn";. + +Pişt re seroka Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê goratek pêşkêş kir. Herwiha serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û serokê fexirî Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê Berhem Salih jî gotara xwe pêşkêş kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya hikûmeta xwe li hember helwesta Bexdayê ya derbarê qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê de anî ziman û got ";Tiştê em jê ditirsiyan li Iraqê çêbû";. + +Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de li Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bal kişande ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. + +Serokwezîr Barzanî got ";Metirsiya me ji paşeroja Iraqê heye û êdî ji reftrara Iraqê li hember mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê me bêhêvî dike";. + +Barzanî axaftina xwe wiha domand: ";Çend caran me gefên rasterast ji Bexdayê bihîstine, lê emê di gotûbêjan de berdewam bin ji bo çaresekirina pirsgirêkan. Pêwîste Bexda jî bizanibe û ez car din tekîd dikim ku em paşde venagrin û destberdarê mafên xwe nabin li gor destûr";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Hizra merkeziyetê di desthilatê de li cem me bi dawî hatiye";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de herwiha got ";Em gelek dilgiranin ku keda xelkê Herêma Kurdistanê wek karteke guvaşan tê bikaranîn û bi tenê kesekî ew biryar daye û hertim em ji vê yekê ditirsiyan û ev yek jî çêbû";. + +Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku ";Lê em bi ti awayekî vê yekê qebûl nakin";. + +Derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî got ";Avakirina hikûmetê gelek wext xwar, lê ev yek pêwîst bû, ji ber ku em dixwazin hemû aliyên serkeftî di hikûmeta bê de beşdar bibin û Herêma Kurdistanê çar salên aram derbas bike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu tevlî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bû û gotarek pêkêş kir. Davutoglu gotara xwe bi zimanê kurdî destpêkir. + +Davutoglu bi zimanê kurdî silav li beşdarên forumê kir û hemûyan jê re çepik lêdan. + +Davutoglu bi zimanê kurdî hêviya selametiyê ji serokomarê Iraqê Celal Talebanî ku niha li dervey welat tê dermankirin, xwest. + +Davutoglu got ";Ev cara yekeme ez serdana Silêmaniyê dikim, tevî ku berî niha Talebanî ez çend carekê vexwendibûm, lê derfet tine bû, lewra ez jî wek D. Berhem dibêjim xweziya Talebanî li vir baye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezêrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu dê li bajarê Silêmaniyê ligel serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl û Hêro Îbrahîm bicive. Herwiha biryar e serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berprisê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa jî bike. + +Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji berprisên Tirkiyê yên ku di Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê de beşdarin wergirtine, di acendaya îro ya Davutoglu de hevdîtina ligel berpirsên Herêma Kurdistanê heye. + +Davutoglu berî firavînê bi cuda ligel cîgirê yekem ê sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî civiya. Herwiha biryar e piştî bidawîhatina forumê ligel endama Polîtbîroya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa bicive. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, wezîrê derve yê Tirkiyê dê êvarî li Hewlêrê be û wê danê şîvê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bimîne û pişt re biçe cem serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. + +Li gor acendaya karên wî, Davutoglu dê îşev vegere Tirkiyê. + +Ahmed Davutoglu li ser vexwendina Berhem Salih serdana Silêmaniyê kir û tevlî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro piraniya serkirdeyên Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê tevlî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bûn, lê ne Newşîrwan Mistefa û ne jî ti serkirdeyekî diyar ê Tevgera Gorran tevlî forumê nebûn. + +Îro sêşemê Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê destpêkir û wê 2 rojan bidome. Di forumê de behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn tê kirin. + +Mêvanên forumê pêk tên ji: serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Falih Feyaz, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Haçim el-Hesenî, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb, wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û piraniya serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê. + +Endamê odeya têkiliyên dîplomasî ya Gorranê Şiwan Qiliyasanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ";Kak Newşîrwan ji bo forumê hatibû vexwendin, lê ji ber ku ew gelek mijûl e, nikarî îro amade bibe";. + +Derbarê pirsekê de gelo ji bilî Newşîrwan Mistefa ti serkirdeyekî din ê diyar ê Gorran mîna patiyên din tevlî forumê bûye, Şiwan Qiliyasanî got ";Ji odeya me ya dîpolmasî 2 kes bi navê Hoşyar û Hîwa beşdar bûne";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare sibê, çarşemê, Yekîtiya Niştmanî ya Kurdiastanê (YNK) biryara xwe ya dawî derbarê pêk anîna kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bide. + +Endamê polîtburoya YNKê, Ednan Muftî, di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku wê sibê, 05.03.2014, polîtburoya YNKê bicive û dê ";Pêşhatên dawî yên têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj bikin."; + +Herwiha Ednan Muftî amaje kir ku ew dê di civîna sibê de hewlên dawî ji bo pêk anîna hikûmetê besh bikin û dê YNKê ";Biryara xwe derbarê vê kabîneyê de bide."; + +Doh, 03.03.2014 şandek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ligel Tevgera Gorranê bidawî hat, û şanda PDKê ragihand ku ew dê di 48 demjimêrên bê de civîneke berfereh bi pêka anîna kanbîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lidar bixin. + +Piştî bidawîhatina civînê Fazil Mîranî ji rojnamevanan re got: ";Me komek pêşniyarên nû pêşkêşî Gorranê kirine."; + + Ji aliyek din ve, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de li Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de got ";Avakirina hikûmetê gelek wext xwar, lê ev yek pêwîst bû, ji ber ku em dixwazin hemû aliyên serkeftî di hikûmeta bê de beşdar bibin û Herêma Kurdistanê çar salên aram derbas bike";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê, Edhem Barzanî, nûeçya dest ji kar vekişana xwe ji hemû postekê di nav PDKê de, piştrast kir. + +Edhem Barzanî di daxuyaniyekê de ku, îro 04.03.2014, li ser amlpera xwe ya Facebookê belav kiriye wiha ragihand ";Ji dema derketina vê belavokê de, li ser malpera min ya Facebookê, û piştire, ez wek hemwelatiyekî sade yê vî niştimanî me."; + +Edhem Barzanî ev daxuyaniya han piştras kir û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Ev nûçe raste û ew ji nivîsa min e."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku piştî belavbûna vê daxuyaniyê jî ";Ti têkiliya min bi Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê re nemaye û min dest ji her berpirsyariyekê vekişand."; + +Di dawiyê Edhem Barzanî nivîsiye ku bi hevkariya Xwedayê mezin new dê her di xizmeta Kurd û Kurdistanê de be. + +Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê, Edhem Barzanî, derbarê sedema vê biryara xwe got: ";Ez niha ti tiştî nabêjim û di dema xwe de ezê belav bikim."; + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu serdana baregeha serekî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê kir û ligel Rêxerê Gitşî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa civiya. + +Li gorî medyay ser bi Gorranê ve, îro, 04.03.2014, piştî nîvro Ehmed Davutoglu serdana baregeha Tevgera Gorranê li Silêmaniyê kir û ji aliyê Newşîrwan Mistefa û serokê frakisyona Gorranê di Parlamentoya Kurdistanê de, Yusif Mihemed hat pêşwazîkirin. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, li ser vexwendina Berhem Salih niha li Silêmaniyê ye û îro beşdarî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bû û gotarek pêkêş kir. + +Berî civîna ligel serkirdeyên Gorranê, Davutoglu ligel Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî civiya bû, û biryare ligel endama polîtburoya YNKê, Hîro Îbrahîm Ehmed jî bicive. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku mebest Malikî ji birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê, sizadana bi komel a xelkê Kurdistanê ye. + +Bi helkefta 23êyemîn salvegera şoreşa gelê Kurdistanê, polîtburoya PDKê daxuyaniyek weşand û tê de ragihandiye ku berpirsiyariya têkçûna rewşa Iraqê dikeve stûyê Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, de. + +Herwiha polîtbûroya PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje: ";Em ligel wê yekê ne ku bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûra Iraqê de, arîşeyên Iraqê bi giştî û ew arşîeyên di navbera Herêma Kurdsiatnê û Bexdayê de bi taybetî bên çareserkirin."; + +Derbarê gefên birîna budceya Herêma Kurdistanê jî, di daxuyaniya polîtburoya PDKê de wiha hatiye: ";Gef û birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrên Iraqê, şerekî siyasî ye û mebest jê sizadana bi komel ya xelkê Kurdistanê ye, lewma em vê yekê red dikin û têkçûna rewşê dikeve stûyê wan de."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu de, li bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Ehmed Davutoglu, îro, 04.03.2014, li bajarê Silêmaniyê beşdarî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bû û gotarek pêkêş kir. + +Herwiha Davutoglo piştî Forumê, hevdtinek ligel Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî pêk anî, herwiha piştre serdana baregeha serekî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê kir û ligel Rêxerê Gitşî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa civiya. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya ragihandinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk daxuyaniyek belav kir û têde aşkere kir ku Yekîtiya Siyasî partiya me derbarê paşxstina kongireya xwe berpirsyar dibîne û dibêje ku PYD rê nedayeendamên wan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ev yek ne ratse û deriyê sînor ne di destê PYD de ye, belku di bin kontrola Kantona Cezîrê de ye. + +Herweha komîteya ragihandinê ya PYD di daxuyaniyê de got, hemû kes dizane ku kantona Cezîrê ne ser bi PYD ye, ser bi hikumeta xweser ya demokrate û ew dixwazin feşela xwe bixin stûyê partiya me. + +Daxuyaniya PYD`ê wiha dewam kir: "Daxuyaniya vê komê tewabariyên bê bingeh û ji rastiyê dûr in, her wiha armanca wan ew e ku tevliheviyê bikin û hin rastiyên xwe yên wek ku êdî gel wan naperjirîne, veşêrin. Nîşana vê rastiya wan jî ew e ku gelek kesayet û rêxistinên partiyan ji wan veqetiyan." + +Tê gotin, Yekîtiya Siyasî daxuyaniyek belav kirbû û têde dibêje, PYD rê neda endamên kongireyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ku biryar bû roja 3 yê vê mehê li Hewlêrê bihata saz kirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di van nêzîkan de Kantuna Cezîrê wê seredana Enqereyê biken ji bo vekirina deryên sînorî bi tirkiyê re . + +Berprsê Desteya Peywendiyên Derve yê Kantuna Cezîrê, Salih Gedo ji Rûdawê re ragihand : "Em bi niyazin seredana Enqereyê biken di rojên pêş de , armanca me ji van seredanan xweşkirina peywendiyane û hewldane ji bo vekirina deryên sînorî ye ". + +Gedo herwesa got : "Di xweşkirina peywendiyên me bi Tirkiyê re, brayên me di Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) de li Bakurê Kurdistanî roleke erênî dibînin di xweşkirina peywendiyên me bi Enqerayê re , lê bi sedema helbijardinan li tirkiyê ne dûre ev seredan bikeve pşitî encamdana helbijardinan ". + +Gedu di dawya gotinên xwede got ku:"Heta niha ti aliyekî bi fermî vexwendin ji mere ne şandiye , û me jî bi fermî endamê şanda xwe destinîşan ne kirine , ev tenê hewl û niyazin ji bo em deryên sînorî yên Tirkiyû û Rojavayê Kurdistanê veken ". + +Tê zanîn berya demekê şanda PeywendiyênDerve ya Kantuna Cezîre bi serokatiya Salih Gedo seredana Bexdayê kiribû û di gelek cihan ragehandibûn ku wan tşitên erênî derbarê vekirina deryê Til Koçer de û xweşkirina peywendiyan di navbera Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeat Iraqê de bi dest anîne , lê heta niha ti berpirsan di hikûmeta Iraqê de red dikin ku ti serdan di navbera wan û şanda Kantona Cezîrê de çêbûbe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, 04.03.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Derve ye Tirkiyê Ehmed Davutoglu û şanda ligel de civiya. + +Şanda ligel Davutoglu ji Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal, Berpirsê Beşê Karubarê Iraq li Wezareta Derveyê Tirkiye pêkhatibû. + +herwiha di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan û hejmarek berpirsên îdarî û siyasî yên Herêma Kurdistanê amadebûn. + +Li gorî daxuyaniya civînê, ku li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belav kirin, Wezîrê Derveyê Tirkiye xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Barzanî û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û her wiha beşdarbûna li Foruma salane ya Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya li bajarê Silêmanî derbirî û xweşhaliya xwe jî bi pêşveçûn û geşbûna peywendiyên siyasî û aborî û kultûrî yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyê nîşanda. + +Di beşekî din ji axaftina xwe de Ehmed Davutoglu behsa serdana dîrokiya Barzanî ya bajarê Amedê kir û wê serdanê bi bandor û girîng û dîrokî da zanîn. + +ji aliyê xwe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Tirkiyê û şanda li gel kir û tekez jî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya wan peywendiyan ragihand. + +Her li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û ewlekarî û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û bandorên wê yên li ser paşaroja siyasî Iraqê hate nirxandin û di derbarê babeta hilbijartina Encûmena Nûneran Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ev hilbijartin li dema xwe ya diyarkirî de û bi bêyî tu giriftek bê encamdan. + +Pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û emniya Sûriye û rewşa penaberên Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ku di medya tirkî de hatibû belavkirin ku roja Duşemê 3yê adarê wê deriyê sînorî bi welatê Tirkiyê re li herêma Kobanî bi rengekî fermî were vekirin, hikûmeta Tirkiyê Heyva Sor a Sûriyê ku ew rêveberiya derî ji aliyê herêma Kobanî ve dike agehdar kiribû ku dê wek berê tenê li ber nexweş û birîndaran vekirî bimîne, lê ew ji bo vegera hemwelatiyên Sûriyê ji welatê Tirkiyê, wê di înê de 2 rojan were vekirin. + +Ji ber ku herêma Kobanî ji aliyê hêzên îslamî yên radîkal ve dorpêçkiriye û ew ji bajarên mezin yên nêzîkî wê wek Heleb û Reqayê li Sûriyê hatiye qutkirin, hêviyên kobaniyan di vekirina deriyê sînorî de bi welatê Tirkiyê re mabûn, da ku ew bikaribin serdana bajarên Bakurê Kurdistanê bikin û pêwistiyên xwe li wan bajaran peyda bikin. + +Herwiha deriyê sînor bi welatê Tirkiyê re li herêma Kobanî ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî û hawarçûnê wekî berê vekirî ma, komîte û rêxistinên hawarçûnê serbest alîkariyan tê re derbasî herêma Kobanî dikin. + +Tevî biryara vekirina deriyê sînor ji bo vegerê, di roja yekem de û ji ber hin sedemên teknînkî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, bi sedan hemwelatiyên ku dixwestin vegerin, li wî alî man û kes derbas nebû. + + + +Amed (Rûdaw)- Li Avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi tevlîbûna rêveberên BDPê û çapemeniyê projeyên xwe parve kirin. + +Bi salane ku xelkê Amedê li benda tramwayê bû ku ji bo hêsankirina hatin û çûnê were çêkirin. + +Di nav projeyan de ji bo çêkirina tramwayê ji bo Amedê jî bi teqez soz hate dayîn. Her wiha li girîngiya parastina xwezayê jî hate sekinandin û ji bo Newala Dicleyê jî planeke parastinê hate pêşkêşkirin. + +Di daxuyannmeyê de projeyên ji bo zarokan ku bi zimanê dayîkê bijîn jî cih girt û hat gotin ku dê ji bo zarokan zarokxane werin avakirin. + +Namzetan dan zanîn ku dê rêya trênê ya ji nava Amedê derbas dibe jî dê were rakirin û ewê bibin derveyî bajêr. + +Bi yasaya xurtkirina Şaredariyên Bajarê Mezin jî êdî xizmeta gundan jî dê ji aliyê şaredariyan ve were pêkanîn. Namzetan gotin bi vê yasayê ewê parlamentoya xelkê jî avabikin. + + + +Zaxo (Rûdaw)- Tevî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê hikûmetên xweceyî li Rojavayê Kurdistanê çêkirine, lê koçberiyê bûye xewnek ji hejmareke zêde ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê. + +Car din bi sedan kes ji hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, roja duşemê zêdetirî 950 kes ji Rojava koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Ew koçber niha li kampa Bacid Kendal a li devera Dêrebûnê ser bi parêzgeha Duhokê bi awayekî demkî niştecî bûne. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re tekîd dike ku deriyê Sêmalka ji bo halet û alîkariyên mirovahî hatiye vekirin û ew li ber koçberiyê ne vekiriye. + + + +Ranye (Rûdaw)- Îro çarşemê 5/3/2014 bîranîna 23yemîn salvegera serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ye ku ji bajarê Ranye destpêkir. Li deriyê serhildanê jî dê çend merasîm bêne kirin. + +Îsal serhildan di bin navê ";Ranye paytexta azadiyê ye"; de tê bibîranîn û çend çalakiyên cur bi cur di çarçoveya festîvalekê ku 5 rojan didome de wê bêne lidarxistin. + +Merasîm îro saet 8.30 bi çûna ser goristana ";Şehîdên Serhildanê"; destpêkir û bi lîstikeke dostane ya futbalê îro saet 3yê piştî nîvor bi dawî tê. Di navê de dê civînên cemawerî pêk bên û pêşangehek bê vekirin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê dê îro saet 3yê piştî nîvor li Ranyeyê dîbeyteke zindî ligel xelkê bajêr bike. + +Roja 5/3/1991 xelkê Ranye Ii dijî rejîma Baes serî hildan, pişt re serhildan li hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê beavl bû û di encam de beşek mezin ji axa Başûrê Kurdistanê hat azadkirin û parlamento û hikûmeteke kurdî hat avakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî nêzîkî 15 rojan ji kontrolkirina bajarokê Til Berekê û gundên derdora wê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, hêzên xwe car din ji bajarokê vekişandin. + +Ev cara duyeme ku YPGê derbasî bajarokê Til Berekê dibe û piştî çend rojan ji hêzên xwe jê vedikişîne. + +YPGê cara yekem di 26ê kanûna 2013an de çalakiyek dan destpêkirin û di nava çend rojan de gotibû ku wê bajarokê Til Berek û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin. + +Lê di 7ê çile de YPGê ragihand ku çalakiya wan li Til Berekê bi dawî hat û hêzên wan ji wir vekişandin. + +YPGê wê demê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her bajarokê bixe bin kontrola xwe, lê di 21ê sibatê de car din çalakiyek li Til Berekê û gundên derdora wê pêk anîn û xistin bin kontrola xwe. + +Piştî ku YPGê derbasî bajarokê ku nişteciyên wê Erebin bû, ji aliyê eşîrên erebî ve rastî gelek rexneyan hat, bi taybet eşîra Cibûran a ku ji rejîma Sûriyê ve gelek nêzîk e. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, eşîrên Til Berekê çend daxwaz pêşkêşî YPGê kiribûn û di serî de jî vekişandina hêzên wan ji bajarokê, lewma YPGê duh daxuyaniyek derxist û hêzên xwe ji Til Berekê û gundên derdora wê vekişandin û rêveberiya w herêmê ji xelkê wê re bi cih hişt. + +Di çalakiya vê carê ya li Til Berekê de YPGê got ku 3 şervanên jiyana xwe ji dest dan û 50 çekdarên radîkal jî hatin kuştin. + +Di çalakiya yekem de û tevî ku YPGê heta niha bi awayekî fermî hejmara şervanên xwe yên ku di wê çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane aşkere nekiriye, lê di dawiya sibatê de YPGê cenazeyên 28 şervanên xwe yên ku di şerê yekem ê Til Berek û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Qamişlo veşartin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta derve ya Tirkiyê, berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa vexwend Tirkiyê û wî jî ew vexwendin qebûl kir. + +Duh wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu û şandeke pê re li bajarê Silêmaniyê ligel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa civiya. + +Endamê odeya têkiliyên dîplomasî ya Tevgera Gorran Şiwan Qilyasanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Duh wezîrê derve yê Tirkiyê ew vexwendin da berpirsê giştî";. + +Qilyasanî herwiha got ";Serokwezîrê Tirkiyê agehdarî wê vexwendinê ye û ji ber vê yekê Newşîrwan Mistefa bi kêfxweşî qebûl kiriye";. + +Derbarê roja serdanê de, Qilyasanî diyar kir ku hîn roja serdana Newşîrwan Mistefa ya ji bo Tirkiyê nehatiye destnîşankirin û pişt re dê bi hemahengî ligel raydarên Tirkiyê ew serdan bê rêkxistin. + +Li gor medyaya Gorran, di civîna duh ligel a Davutoglu de, Newşîrwan Mistefa gotiye ";Em wek Tevgera Gorran bi temamî piştgiriya weberhênana biyanî û hatina kompaniyên petrolê ji bo Herêma Kurdistanê dikin";. + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê di nav baxên Hevselê de ev çar rojin ciwanan kon vedane û li dijî talankirina darên Hevselê nobetê digirin. + +Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selaheddîn Demîrtaş ji bo piştgiriyê bide çalakiyê serdana ciwanan kir û xwest ev talan were rawestandin. + +Demîrtaş got ";Heta niha 7 hezar darên Hevselê hatine jêkirin û Rêveberiya Daristanê destûr daye ku 3000 darên din jî werin jêkirin";. + +Demîrtaş li dijî talankirinê got ";Ev baxên rengîn ne malê bavê Rektoriya Zanîngeha Dicleyê ye û ne malê cemaatê ye, ev bax malê hemû mirovahiyê ye";. + +Hevserokê BDPê bal kişande ser girîngiya daran a ji bo xwezayê û got ";Jêkirina daran û kuştina mirovan yek tişte û ji ber vê yekê xwedî lê derketina xwezayê di heman demê de xwedî lê derketina mirovahiyê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çalakvanekî Kurd ji ber ku qebûl nekiriye ala TEV-DEMê li ser mala xwe daleqîne, ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve çend saetan hat binçavkirin. + +Malbata çalkavan Eymen Deqûrî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de got ";Kurê wan Eymen ji ber ku qebûl nekir ala TEV-DEMê ya ser bi PYDê ve li ser mala xwe daleqîne, hat binçavkirin";. + +Di daxuyaniyê wiha hatiye gotin: ";2 jinên ku ala TEV-DEMê di destê wan de bû avêtin ser malê û bê destûr xwestin wê alê li ser malê daleqînin, lê malbatê ev yek qebûl nekir";. + +Malbata Eymen di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Eymen ji wan re gotiye ku ew al bi tenê ya partiyekê ye û ew al nûneratiya wî nake. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku her du jinan gef li Eymen xwarin ku ew dê rasît lêpirsînê were û du bi şev hêzên asayişa PYDê Eymen binçav kirin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Eymen Deqûrî nêzîkî 12 saetan li navenda asayişa PYDê li Amûdê hat binçavkirin û pişt re hat berdan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li ser navbeyinkariya Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û namzedê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk, eşîra Metînan tevlî BDPê bû û ragihand, di hilbijartinan de dê deng bidin BDPê. + +Namzedê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk û hevnamzeda şaredariya Mêrdînê Febrûniye Akyol, îro li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tevlî mîtînga eşîra Metînan bûn. Di mîtîngê de gellek berpirs û endamên BDPê jî beşdar bûn. + +Piştî ku navenda hilbijartinan a BDPê li Dêrikê hat vekirin, serokê eşîra Metînan Mihemed Şerîf Temellî, bi 58 gundên eşîra xwe biryara tevlîbûna BDPê da. + +Serokê eşîra Metînan, di salên 1990î de di nav refên partiyên mîna Partiya Rêya Rast (DYP), MHP û Genç Partiyê de kar kiribû û eşîra Metînan ku hemû bibûn cerdevan, bi tundî li dijî PKKê şer kiribû. + +Ehmed Turk, di axaftinekê de pêşwazî li biryara eşîra Metînan kir û ragihand, bi vê yekê yekrêziya gelê kurd xurt bû û wiha got: ";Di vî welatî de armanca me yekrêzî û aştî ye. Eger em bi hev re bin û bibin yek wê çaxê emê azadiya xwe jî bidest bînin…"; + +Serokê eşîra Metînan Mihemed Şerîf Temellî jî bi kurdî axaftinek kir û wiha anî ziman: ";Me tiştên berê jibîr kir. Nêzîkî 10 sal in em di nav ti partiyekê de xebat nakin lê me biryar da em tevlî hilbijartinên vê carê bibin. Dibe ku hinekî dereng mabe lê ez hêvîdar im em bikaribin bi hevkariya gelê xwe serkeftî bin."; + +Eşîra Metînan yek ji eşîrên mezin ên Bakûrê Kurdistanê ye ku zêdetirî 60 gund in û li parêzgehên Mêrdîn û Amedê bicîh bûne. + +Amed (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir ku hin kes ji bo zarokên xwe dahatûyeke bi dolaran ava kirine, lê zarokên gel muhtacî nanekî ne. Demîrtaş got, "Vir sed sal e dûrî Enqere ye. Bi ti awayî nêzîk nebû. Di 30'ê Adarê de derfetên me hene em vê biguherin." + +Mîtîngên hilbijartinê yên BDP'ê ku li Egîl û Pîranê dest pê kirin îro jî li Çingûşê dewam kir. Di mîtîngê de ku li ber Avahiya Şaredariyê pêk hat, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş, namzedên Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, namzedên Hevserokên Şaredariya Çingûşê Niyazî Yîgît û Hayriye Geçîtlî, rêveber û endamên BDP'ê jî beşdar bûn. + BDP'yî li Çingûşê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Otobûsa BDP'yiyan ji ber eleqeya zêde ya gel ku bi zehmet hereket dikir, qada mîtîngê bi rengê kesk û sor û zer hat xemilandin. Namzedê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di mîtîngê de axaftina yekemîn kir. Anli diyar kir ku wê Çingûş piştî 30'ê Adarê di dilan de cihê herî xweşik bigire. Anli anî ziman ku wê tevayî pirsgirêkên li navçe û bajêr pêkve çareser bikin. Firat di bin banê BDP'ê de banga yekîtiyê kir. + +Piştî axaftina Anli Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş li ser otobûsa hilbijartinê bi çepik û dirûşman dest bi axaftina xwe kir, Demîrtaş got, "Em xwe ji hilbijartineke ku birçîbûn û perîşaniyê ji holê rake û ew 100 sal e li ser me tê ferzkirin, dikin. 100 sal e vir dûrî Enqerê ye, bi ti awayî nêzîk nabe. Pirsgirêkên wan çareser nake. Di 30'ê Adarê de derfetên me hene ku em vê biguherin. Wê gelê Çûngişê êdî biryara xwe bi rêya meclîsa xwe bide. Em şaredariyan ne ji bo axatî û paşatiyê ji bo bibin xizmetkarên we, hildibijêrin." + +Demîrtaş da zanîn ku hin kes ji bo zarokên xwe dahatûyeke bi dolaran ava kirine, lê zarokên gel muxtacî simîdekê ne û axaftina xwe wiha domand, "Wê gelê Çingûş ji xwe bawer bike. Ez bang li namzedên di partiyên din de dikim. Ne dereng e, hîn jî deriyê partiya me vekiriye. Îstîfa bikin bila bê namzed bimînin. Ew partî tiştekî bi we nadin qezenckirin. Wan partiyan terk bikin û di 30'ê Adarê de em Çingûş bi serketinê tacîdar bikin." + +Dêrsîm (Rûdaw) – Pilatforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Mîrî KESKê li navenda Dêrsîmê ji bo girift û kêşeyên girtiyên nexweş çalakiyekê li dar xist. Di çalakiyê de de hat daxuyandin ku 170 jê giran 550 nexweşên girtî di şertûmercên xirab ên girtîgehên Tirkiyê de bi mirinê re rûbirû ne; herwiha di hundirê dozdeh salên dawî de 2300 girtî jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. +Pilatforma Şaxên KESKê li ser Sûka Binerdê ya li navenda bajarê Dêrsîmê ji bo kêşeyên ku girtiyên nexweş duçar dibin û guhertina rewşa wan çalakiyekê li dar xist. Li ser navê kedkarên mîrî, Serokê Şaxa Komeleya Kedkarên Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) ya Dêrsîmê Hasan Olgun daxuyand. + +Olgun got ku piştî danezana Serokê PKKê Abdullah Ocalan a 21ê Adara 2013an têkildarê rewşa girtiyên siyasî ti pêşkeftineke erênî derneketiye holê. Di vî warî de Olgun wiha berdewam kir: ";Baregehên leşkerî her çû zêdetir hatin bipêşxistin. Qanûnên ku hikûmetê derxistine jî tenê rojane û demkurtane ne."; +Olgun, derbirî ku ji ‘guhertinên HSYK, qanûnên MÎT, û înternetê’ tê dîtin ku ger dilê hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bixwaze dikare bi lez û bez qanûnan derbixe. Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê di vî warî de wiha dirêjî da beyanameya xwe: ";Beyanameyên Ocalan ên ji bo aştiyên jiyanî ne, tên paşguhkirin. Der heqê avakirina ‘Komîsyona Heqîqetan’, amadekirina bingeha hiqûqî ya hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên û ji bo berdana girtiyên ku nexweş ketine de kor û kerr in."; +Olgun, bilêv kir ku heta niha gelek caran endamên KESKê hatin binçavkirin û girtin. Olgun wiha domand: ";Piştre gelek hevalên me hatin berdan. Lêbelê hê jî 11 endamên me girtî ne û li gelek endamên me jî cezayên cuda cuda hatine birîn."; +Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun derbirî ku pêwîst e ji bo girtiyên nexweş bi awayekî lezgîn çareyek bê peydakirin. Olgun, destnîşan kir ku dibe ku ev yek bikaribe rewşa agirbestê jî biguherîne. + +Di vî warî de Olgun wiha pê de çû: ";Divê li ser rewşa girtiyên nexweş bi baldarî bê rawestan. Mafê jiyan û tenduristiyê, yek ji mafê herî xwezayî û bingehîn ê mirovan e. Nêzîkatiya biberpirsyarene ya li hemberî nexweşên girtî, nêzîkatiya mirov a li hemberî mirovahiyê radixe ber çavan. Ger hikûmet berpirsyariya xwe pêk neyîne, ev tê wateya pêkanîna tawana mirovî."; +Li aliyê din Olgun got ku di dozdeh salên dawî de li Tirkiyê hejmara girtiyan ji 59 hezaran derketiye 145 hezarî. Olgun, ‘Bijîşkiya Dadî’ bi nijadperestiyê tometbar kir û di daxuyaniyê de bal kişand ser hejmar û rewşa girtiyên nexweş û got: ";170 jê giran 550 nexweşên girtî di şertûmercên xirab ên girtîgehên Tirkiyê de bi mirinê re rûbirû ne. Di hundirê donzdeh salên dawî de 2300 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane."; +Herwiha bang li raya giştî kir ku xwedî li nexweşên girtî derbikeve. Piştî daxuyaniyê çalakger, bi bêdengî belav bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Encama rapirsiya Portala Rûdawê ya derbarê girtina xwendingeh û dibistanên Cemaeta Gulen eşkere bû. + +Di rapirsiya Portala Rûdawê de ku ji roja 25ê Sibata îsal ve heta roj 4ê Adarê hatibû danîn, 6 hezar û 651 kes beşdar bûn û bersiva pirsa ";gelo hûn dixwazin xwendingehên Cemaeta Gulen li Herêma Kurdistanê bên girtin?"; dan. + +Li gorî encama rapirsiyê, 24.4% bersiva ";erê";, 75.3% bersiva ";na"; û 0.3% jî bersiva ";nizanim"; dan. + +Tevgera îslamî ya bi navê Cemaeta Gulen, bi rêberiya Fethullah Gulen, yekemîn xwendingeha xwe bi navê Zanîngeha Işik li sala 1994an li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vekir. + +Li gorî agahiyên rojnamevanê tirk Rûşen Çakir, niha li Başûrê Kurdistanê û Iraqê herî kêm 30 dibistan û xwendingehên Cemaeta Gulen heye ku 18 jê li Başûrê Kurdistanê û 12 jî li başûrê Iraqê ne. Her wiha hinek televîzyon û radyo jî ji aliyê cemaetê ve li Kurdistanê hatine vekirin. + +Tevgera Gulen ku wek tevgera xizmetê jî tê binavkirin, li Tirkiye û gellek welatên cîhanê xebatên mîna perwerdê, çandî, olî û ayînî, werzişî û civakî dike û li seranserê cîhanê gellek dibistan, xwendingeh û navendên olî vekiriye. + +Fethullah Gulen û hevalên wî her dem digotin, ew xwe tevlî siyasetê nakin lê herî dawî di operasyonên 17ê Kanûna par de ku wek operasyonên bertîl û gendeliyê hatin binavkirin, bi awayekî piratîkî tevlî siyasetê bû û şûrê xwe li dijî ";mirîd û şagird"; û hevpeymanê xwe yê herî nêzîk û serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan kişand. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, nûçe û gotegotên li ser hebûna ";navendeke guhdarkirina telefonan a Cemaeta Gulen"; li Başûrê Kurdistanê bi derew derxist. + +Beriya niha hinek rojnameyên Tirkiyê yên nêzîkî hikûmeta AKPê mîna rojnameya Yenî Şafak, îdia kiribûn ku Cemaeta Gulen ku wek ";pêkhateya paralel"; tê binavkirin, li bajarê Kerkûkê yê navendek guhdarkirinê daniye û telefonên rayedarên Kurdistanê her wiha karsazên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, guhdar dikin. + +Li ser vê îdiayê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji ajansa Cîhanê re ragihand ku tiştekî wisa rast nîne û ti navendeke guhdarkirinê jî li Herêma Kurdistanê nîne. +Sefîn Dizeyî, anî ziman ku dibistan û xwendingehên Cemaeta Gulen yên ku di nûçeya wê rojnamê de derbas bûye, di bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne. + + +Kobanî (Rûdaw)- Pêr, 03.03.2014, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re bi awayekî Fermî hat vekirin. + +Vekirina vî deriyê sînorî sînordar bû wate tenê ji bo vegera wan hemwelatiyên Rojava û Sûriyê ye yên ku niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimînin. + +Herwiha dê kesên nexweş jî, yên rewşa wan metirsîdar, karibin di rêya vî derî re derbasî Tirkiyê bibin ji bo wergirtina derman û çareseriyê. + +Di roja yekê de ji vekirina vî deriyê sînorî, nêzîkî 360 welatî ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, tê re ji welatê Tirkiyê vegeriyan herêma Kobanî. + +Herwiha di dema vegera wan hemwelatiyan de, ne ji aliyê Tirkiyê ve û ne jî ji aliyê rêvebera deriyî sînorî ji aliyê Kobanî ve, ti pere ji hemwelatiyan nehat standin. + + +Stnebol (Rûdaw)- Cîgirê hevserokên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku têkdana baxçeyên Hewselê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê rawestîne. + +Li dijî biryara hikûmeta Tirkiyê ya derbarê têkdana baxçeyên Hewselê li Amedê û avakirina projeyekê li şûna wan de, duh cîgirê hevserokên HDPê Sirri Sureyya Onder li bajarê Stenbolê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xist. + +Onder diyar kir ku ew karê hikûmet dike karekî xirab e û got ";Par hikûmeta Tirkiyê di hewldana têkdana parka Geziyê de ne serkeftî bû, lewra pêwîste dest ji têkdana baxçeyên Hewselê jî berde";. + +Onder herwiha got ";Xuyaye hikûmetê encamên nerazîbûnên têkdana parka Deziyê ji bî kiriye, ji ber vê dixwaze baxçeyên Hewselê têk bide";. + +Onder aşkere kir ku ewê li Stenbolê xwepêşandanên berfereh ji bo piştgirîkirina xelkê Amedê li dar bixin û dê dengê alîgirên parka Geziyê bigihînin wan. + +Ev 5 rojin hejmarek ciwanên Amedê li nav baxçeyên Hewselê şeva xwe derbas dikin wek nerazîbûnekê li dijî jêkirina daran ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve. + +Duh hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş serdana ciwanan li baxçeyên Hewselê di nobetê de ne kir û got ku heta niha 7000 dar li wir hatine jêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir kesek serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar be divê rastgo jî be. + +Barzanî li bajarê Hewlêrê tevlî merasîma vegerandina rufatên 93 Barzaniyên ku hatine enfalkirin bû û derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de got ";Iraq di metirsiyê de ye, demokrasî û federalî û bi hev re jiyan paşde vedigere û metirsiyeke mezin li ser wan heye. Êdî ti wateyek ji hevbeşiyê re nemaye";. + +Derbarê heman pirsgirêkan de jî Barzanî got ";Mesele ne mesela petrol û budceyê ye, lê belê gelek ji vêya mezintire ku ew jî şikadnina heybeta Kurd û Kurdistanê ye, ew dixwazin em paşko bin û wek parêzgehekê hisabê xelkê Kurdistanê dikin û dixwazin em bê biryar bin, ev eslê meselê ye";. + +Serokê Herêma Kurdistanê ew yek jî pirsî ku ";ew hemû qurbanîdana ku hatiye dayîn gelo xelkê Kurdistanê amade ye biryara xwe bide dest xelkê din?";. + +Barzanî diyar kir ku hemû xelkê Kurdistanê hewlesta wan yeke û got ";Zehmete piştî van hemû qurbaniyan em gavan paşde bavêjin";. + +Barzanî bal kişnand ku di dema borî de çend caran şanda Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê û got ";Lê desthilatdarên Bexdayê li şûna çareserkirina pirsgirêkan nanê xelkê Kurdistanê qut kirin, ev karekî dijminane û gotûbêj li ser nayê kirin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got ";Eger desthilatdarên Bexdayê wiha bifikirin û vê yekê wek kartekê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bînin û eger li ser vê yekê berdewam bin bi tekîd dê helwesteke me ya wiha hebe ku di asta bendewariya wan de be, bila ew Ii bendê bin bê emê bikaribin vê yekê bikin yan na";. + +Barzanî diyar kir ku ";bila ti kes bawer neke ku wiha bi hêsanî xedirê li xelkê Kurdistanê bike, em fêr nebûne di bin zulm û zordariyê de bijîn";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Pirsgirêka mezin ew mêjiye ku wek hemwelatiyekî pile du li Kurdan dinêre, di demekê de Kurdan roleke wan a mezin hebû ku hemû pêkhate mafên wan di nav destûr de hebe, ew destûra ku niha hatiye piştguhkirin, eger nehatiba binpêkirin jî dê hemû pêkhateyan bikarîba bi biratî bijîn";. + +Barzanî diyar kir ku di dema borî de ew ligel hemû aliyên siyasî civiya ye û tekîd kiriye ku têkiliya ligel Bexdayê wiha naçe serî û divê pêdeçûnek li têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin û got ";Em nikarin bi vî awayî bijîn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve at şewitandin. + +Endamê Partiya Pêşverû Mistefa Hac Taha li bajarê Amûdê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro serê sibehê dora saet 4, kesên nenas 2 butlên benzînê avêtin ofîsa partiya me li Amûdê û pişt re agir berdane ofîsê";. + +Hac Taha diyar kir ku malên li nêzîk ofîsê dora saet 4.30 bi agir hesiyan û bi alîkariya xelkê bajêr agir hat vemirandin. + +Hac Taha herwiha got ku jibilî odeya rûnitşinê ya sereke ti odeyên din ên ofîsê nehatine şewitandin û ti zirarên canî jî nebûn. + +Hac Taha diyar kir ku heta niha nediyar e bê ew kar ji aliyê kê ve hatiye kirin. + +Bajarê Amûdê wek navenda kantona Cezîrê ya rêveberiya xweseriya demokratîk hatiye destnîşankirin a ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye avakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civînên xwe ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê berdewam dikin û herî ligel berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî civiya. + +Sekreterê Partiya Wekheviya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nihmet Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gihand ku şanda ENKSê duh serdana Qendîlê kir û helwest û nêrîna xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji berpirsên KCKê re şîrove kirin. + +Dawûd diyar kir ku şanda wan ji serkirdeyên KCKê re gotiye ku ";Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di ber têkçûna rêkeftina Hewlêrê ve berpirsyar e"; û tekîd kirine ku rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin rêveberiya partiyekê ye ne ku ya gelê Kurd e. + +Dawûd da zanîn ku derbarê rexneyên wan li hember EGRKê de, Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji şanda partiyêna ENKSê re gotiye ";Her partiyek şaşiyên wê hene, lê ya girîng ew e di şaşiyê de berdewam neke";. + +Sekreterê Partiya Wekheviya herwiha got ";Tevahiya partiyên kurdistanî yên ku ENKSê hevdîtin ligel wan kirine li ser yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tekîd kirine";. + +Dawûd askere kir ku Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê şanda wan agehdar kiriye ku dibe ku ew ligel her yek ji Partiya Sosiyalîsta Demokrat û Partiya Komunîsta Kurdistanê destpêşxeriyekê bikin û di navbera ENKS û EGRKê de navbeynkariyê bikin. + +Dawûd tekez kir ku ew wek Encûmena Niştimanî ya Kurd rêkeftina Hewlêrê weke bingehek ji bo serastkirina rewşa siyasî li Rojavayê kurdistanê û karê hevbeş di navbera her du encûmenan de dibînin. + +Sekreterê Partiya Wekheviya herwiha EGRKê bi wê yekê tometbar kirk u pêgirtê wê rêkeftina ku di encam Desteya Bilind a Kurd hatiye avakirin nebûye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nivîsek derbarê biryara bi parêzgehkirina Helebce de ji Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê re şand û tê de dibêje ";ji bo wê biryarê li benda bersiva Bexdayê nemînin";. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di nivîseke fermî de ku ji serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê re şandiye, serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku li benda Bexdayê nemîne û karên îdarî ji bo bi parêzgehkirina Helebce bike. + +Li gor wê daxuyaniyê, duh çarşemê Barzanî ew nivîs îmze kiriye û îro gihiştiye serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê. + +Barzanî di nivîsê de wiha gotiye: ";Bi nêrîna gelek yasanasan, mijara bi parêzgehkirina Helebceya şehîd ji desthilatên îdarî yên Herêma Kurdistanê ye û herwiha ji ber ku bersiva pêwîst ji aliyê Bexdayê ve ji bo bi parêzgehkirina Helebce tine ye, lewra me biryar da hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de karên îdarî ji bo bi parêzgehkirina Helebceya şehdî bên kirin daku daxwazên xelkê qehreman ên wê deverê bêne cîbicîkirin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku xwendekareka kurd li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ";bi awayekî şêlû"; jiyana xwe ji dest da, li zanîngeha Ormiyê û hinek deverên din li dijî vê yekê nerazîbûn hat nîşandan. Malbata wê keça kurd jî, berpirsên zanîgehê bi kuştina keça xwe tohmetbar dikin. +Roja 1ê Adara îsal, xwendekara kurd a bi navê Şeyda Hatemî li jora xwe ya razanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê mirî hat dîtin. +Li gorî agahiyên malbata wê û kesên ku termê Şeydayê dîtine, şopên kuştinê li ser laşê wê tê dîtin ji ber ku stûyê wê û tiliyeke wê her wiha pişta serê wê hatiye şikandin û hinek cihên laşê wê jî reş bûye, lê rayedarên zanîngehê vê yekê red dikin û dibêjin, wê keçkê bixwe xwe kuştiye. +Ji aliyekî din, nûnerê kurd ê parêzgeha Ormiyê li Parlamentoya Îranê Abid Fetahî jî ragihandiye ku ew xwendekara kurd birîndar nebûye, ev jî bibû sedema nerazîbûnên tund li dijî Fetahî. +Hat zanîn, malbata Şeyda Hatemî ku li gundê Nowê yê devera Mirgevera Ormiyê dijîn, nehîştine qayimeqamê Ormiyê û serokê zanîngeha Ormiyê beşdarî merasima termê keça wan bibin, ji ber ku ew wan bi kuştina keça xwe tohmetbar dikin. +Ev sê roj in li zanîngeha Ormiyê û hinek deverên din ên bajêr xwendekarên zanîngehê bi mebesta şermezarkirina vê bûyerê û xemsariya berpirsan li hember mirina xwendekara kurd meşên nerazîbûnên li dar dixin. +Saziya bi navê Enstîtoya Kurmanc li Ormiyê ji xelkê xwestibû, bo şopandina dosyeya mirina wê keça xwe dakevin kolanan. +Biryar bû pijîşkiya qanûnî ya Ormiyê encamên lêkolînên li ser termê Şeyda Hatemî eşkere bike lê heta niha nehatiye eşkerekirin. + +Li gorî agahiyên heval û kesên nêzîkî Şeydayê, Şeyda di xwendina xwe de serkeftî bûye û ti arîşeyek wê jî nebûye ku xwe bikuje. +Her wiha hat zanîn, biryar bû li gundê Dizê yê Ormiyê meşek nerazîbûnê were lidarxistin lê hêzên ewlehiyê nehîştin ev meş pêk were. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotinên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên li bara kişandina boriyên petrolê yên qaçax di navbera Kurdistan û Tirkiyê de red kir û ragihand ku gotinên Malikî bêbingeh in û ew dixwaze di rêya van gotinan re raya giştî bixapîne. + +Di daxuyaniyekê de ku îro, 06.03.2014, li ser malpera fermîa ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belav kirin, berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, li ser daxuyaniyên Nûrî Malikî yên roja, 05.03.2014, ragihand ku hê komîteya danûstankar ya Kurdistan û Bexdayê li ser gotûbêjkirinan berdewamin, ";Lê wî berovajî komîteyan, û berovajî hewlêsta Hisên Şehristanî jî, axiviye, ku di rûniştinê de piştgiriya hizra danîna dahata petrola Herêma Kurdistanê di hisabekî taybet de bin navê Herêma Kurdistanê di banka taybet bi sindûqa perepêdana Iraqê (DFI), kiribû."; + +Herwiha Dizeyî ragihand ku ";Me di hemû danûstandinîn xwe de ligel Bexdayê daxwaz kiriye ku Herêma Kurdistanê ligorî destûra bingehîn petrola xwe bişîne û eger dahata wê jî biqasî pişka bûdceya Herêmê bû, di nava wê banka navhatî de dayne, ku dahata petrola Iraqê jî tê de tê danîn, û ji wê de rasterast têkeve ser hisabê banka navendî ya Herêma Kurdistanê, û eger ji pişka Herêmê zêdetir bû, dê tiştê zêde têkeve ser hisabê hikûmeta Iraqê."; + +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha amaje kir ku ";Niha Malikî tê û dirêjiyê bi wê kampaniyayê dide ku ev demeke destpêkiriye, û gotin û zaniyariyên nerast û sosret rêz dike, ku ti bingeh ji wan re nîne, eger na, Herêma Kurdistanê çi pêdiviya wê bi kişandina boriyên veşartî heye, wek ku Mlaikî behs dike, di demkê de ku me bi awayekî aşkere û ligorî yasa û destûrê hêla şandina petrolê damezirandiye."; + +Sefîn Dizeyê balkişand ser wê yekê ku niha Malikî tê û amaje bi çendîn hejmar û data derbarê rêjeya petrolê, ku dibêje hatiye şandin, dike û behsa cudayiya di navbera bûdceya sala borî û ya îsal nake, ku hê nehatiye pesend kirin ";Lê ew tê û wan kom dike û wek deynekî li ser Herêma Kurdistanê nîşan dide, di demekê de ku hê Bexdayê nîvê heqdestên berê yên wan kompaniyayan nedaye ku Hewlêr û Bexda li ser rêkeftibûn."; + +Dizeyî wiha domand: ";Ew daxuyaniyên Malikî, merameke xapandinê li pey ye, hevdem jî piştguxistina nêrîn û hewlêsta serok û endamên wê komîteya hikûmetê ye ku li ser pirsa petrolê danûstandinan ligel Herêma Kurdistanê dike, yan jî zaniyariyê şaş ji çavkaniyên nerast digehînê. Eger na çi têkiliya anîna navê birêz Serokê Herêmê bi vê pirsê ve heye?!, ku li gorî Malikî dibêje, dê kontrola wî hisabê bankî bikeve bin destê cenabê wî de?!, ti bingeh ji van gotinan re nînin û ji her rastiyekê dûrin."; + +Ji aliyek din ve berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Malikî dixwaze mîna parêzgeheke mîna Besrayê serderiyê bi Herêma Kurdistanê re bike û vê yekê jî bê berçavgirtina bingehên destûrî, di demekê de ku wî sûnda destûrî xwariye ku destûrê Iraqê biparêze, ji ber ku wê destûrê îtiraf bi hebûna herêmekî federal kiriye ku navê wê Herêma Kurdistanê ye û wê destûrê desthilata cîbicîkar û rewa ya Kurdistanê diyar kiriye. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiyê de dibêje: ";Li gorî destûrê, Herêma Kurdistanê pêgeheke xwe ya destûrî heye û nirxandina wê mîna parêzgehekê li dijî destûrê ye, lê Malikî niha ku navê lîsteya xwe kiriye dewleta yasa, dijî têgeh û bingehên destûrî tevdigere, bi mebesta piştguhxistina pêgehên hevbeşên siyasî û hilweşandina stûnên Iraqa nû ku xwe di demokrasî, federalîzim, hevbeşî, piralî û lihevkirinê de dibîne."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hevpeyamniya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Mueyed Teyîb, bersiva hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê ya bi serokatiya Malikî da û ragihand ku Herêma Kurdistanê bêdeng nabe li hember Bexdayê. +Mueyed Teyîb, di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Barzanî cidî ye di gotinên xwe de û tiştên ku dibêje dibe serî, bi ti awayekî jî em xwe naxin bin îradeya Bexdayê, ew xewn e."; +Teyîb amaje kir ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dikeve nav pelên dîrokê wek yekem Serokwzîrê Iraqê ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê birriye. +Mueyed Teyîb her wiha dibêje: ";Mezin û zarokê Iraqê dizanin ku Serok Barzanî di gotin û helwêstên xwe de cidî ye, û bi zimanê gef û êrîşê wek xelkên din daxuyaniyan nade, Barzanî bi aşkere got ku em êrîşî ti aliyekî nakin û ji ti kesî jî qebûl nakin ku îradeya xwe li ser me bispîne."; +Di daxuyaniyê de Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê amaje dike ku birrîna mûçeyên fermanberan û kesên xanenişînkirî li Herêma Kurdistanê binpêkirina destûrê ye û ";Herêma Kurdistanê jî li hember vî karî bêdeng nabe."; +Herwiha Teyîb tekez kir ku ";Dîrokê derxistiye ku kî bi zimanê êrîşê axiviye û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd her dem ligel zimanê nerm û danûstandinê bûye."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ragihand ku şandina bûdce û mûçeyên karmendên Kurdistanê sedeq û xêra Bexdayê nîne. Dizeyî her wiha diyar kir, Hewlêrê heta niha hemû ";kartên xwe"; li hember Bexdayê bikar nehaniye. +Nakokî û aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi kûrbûnê ve diçe. +Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi tundî bersiva Bexdayê da û got, eger Bexda li ser siyaseta xwe ya li hember Kurdistanê rijd be dê gavên wisa bavêjin ku Bexdad li benda wan nebe, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser daxuyaniya wezareta darayî ya Iraqê ya derbarê şandina mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Kurdistanê ji Rûdawê re axivî. +Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, ji Rûdawê re ragihand ku mûçeyê ku Bexda dide Herêma Kurdistanê sedeqe û xêr nîne û gelê Kurdistanê jî xêrê qebûl nake û wiha got: ";Li gorî destûrê divê pişka bûdceya Kurdistanê bê dayîn û eger neyê dayîn binpêkirina destûrê ye."; +Sefîn Dizeyî, li ser îhtimala neşandina mûçe ji aliyê Bexdayê û çawaniya helwesta Hewlêrê li hember vê yekê de jî wiha axivî: ";Di civîna 10 roj beriya niha ya Serokwwezîrê Herêma Kurdistanê û fraksyonên kurd li parlamentoyên Iraq û Kurdistanê de, eşkere bû ku Herêma Kurdistanê rêyên din bo çareserkirina vê yekê heye lê em vê gavê hemû kartên xwe eşkere nakin."; +Dizeyî, derbarê girtina ava Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî anî ziman ku tiştekî wisa rast nîne û da zanîn, sedemên kêmbûna ava Iraqê ji ber pilanên wezareta çandinî û çavkaniyên avî ya Kurdistanê ye ji ber ku li gorî her werzekî avê kêm yan zêde berdidin û wiha got: ";Helbet kêşeya me bi hikûmeta Iraqê re nek gelê Iraqê re, ji ber wê jî girtina avê karekî mirovî nîne û Herêma Kurdistanê karê nemirovane nake."; +Wezareta Darayî ya Iraqê, ragihandibû ku Serokwezîr Nûrî Malikî ferman daye mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê bê dayîn. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS), li Herêma Kurdistanê, Elî Şemdîn derbarê şewtandina baregeha paertiya xwe li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ev peyameke li dijî siyaseta partiya wan, û got ku eger PYDê xwe birastî desthilatdarê wir dibîne bila encamderên vê bûyerê aşkere bike. + +Îro, 06.03.2014, serê sibehê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin. + +Di vê barê de, nûnerê PDPKSê li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn, beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû û got: ";Kesên ku baregeha partiya me li Amûdê şewitandin dixwestin nameyekê ji me re bişînin, li dijî siyaseta me ku em herdem bi parastina deverên Kurdî û Erebî re ne."; + +Herwiha Elî Şemdîn got: ";Amûdê di bin destê PYDê de ye, ji xwe ew li wir xwe desthilat dibînin û Amûdê wek paytexta Kantona Cezîrê didin zanîn, lewma pêwîste PYDê berî her kesî bi awayekî mêrane bi berpirsiyariya xwe rabe û wan kesên ku ev kar kirine bigire û aşkere bike, da ji xelkê re diyar bike ku ew hêjayî vê desthilatê ye."; + +Herwiha Şemdîn amaje kir ku berî niha jî gellek karên wiha li himber ofîsên partiyên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatine encamdan û got: ";Em niha ti kesî bi encamdana vî karî tohmetbar nakin."; + +Herwih derbarê vê bûyerê de, Endamê Partiya Pêşverû Mistefa Hac Taha li bajarê Amûdê, berî niha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ";Îro serê sibehê dora saet 4, kesên nenas 2 butlên benzînê avêtin ofîsa partiya me li Amûdê û pişt re agir berdane ofîsê";. + +Hac Taha diyar kiribû ku malên li nêzîk ofîsê dora saet 4.30 bi agir hesiyan û bi alîkariya xelkê bajêr agir hat vemirandin. + +Hac Taha herwiha gotibû ku jibilî odeya rûnitşinê ya sereke ti odeyên din ên ofîsê nehatine şewitandin û ti zirarên canî jî nebûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka BDPê û hevnamzeda şaredariya Amedê Gultan Kişanak, anî ziman ku AKP û Cemaeta Gulen dest dan destê hev û 3 jinên kurd li Parîsê kuştin û wiha got: ";Ew kasetên hevdû eşkere dikin emê jî kasetên vê cinayetê eşkere bikin."; + +Di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê de, BDPê îro jî li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hevseroka BDPê û hevnamzeda şaredariya Amedê Gultan Kişanak ji gel re axaftinek kir. + +Kişanak, di axaftina xwe de bi tundî hikûmet rexne kir û diyar kir, xebata jinên kurd ti kes nikare têk bide û ti hêzek nikare jinên kurd bitirsîne. + +Gultan Kişanak, behsa kuştina 3 endamên jin ên PKKê (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez) li Parîsê jî kir û wiha axivî: ";Em encamderên komkujiya Parîsê leinet dikin. bila mereq nekin çimkî rojekî dê kasetên wê komkujiyê jî derbikeve. Em baş dizanin ku AKP û pêkhateya paralel çawa dest dane destê hev û komkujiya Parîsê pêk annîne. Ji ber ku wan nekarî pereyê diziyê li hev parve bikin kasetên hevdû eşkere kirin. Emê jî kasetên wan derxin holê…"; + +Hevseroka BDPê destnîşan kir ku gelê kurd ketiye qonaxeke wisa ku êdî biryar xwe daye û bi paşve venagere û wiha anî ziman: ";Li her çar aliyê Kurdistanê gelê me rabûye ser piyan. Ev ne hilbijartinek asayî ye, ji ber ku nîşandana îradeya gelekî ye, nîşandana azadiya gelekî ye…"; + +Piştî axaftina Kişanak, merasim bi konserê dom kir. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Xwekujekî xwe li nêzîkî Saziya Malbatên Şehîdan, a ser bi PYDê ve li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand û di encamê de xwekuj mir û 3 kes birîndar bûn. +Şahidekî bûyerê ji bajarokê Tirbespiyê ji Rûdawê behsa hûriyê kir û got: ";Demjimêr 18.30 bi dema Sûriyê, xwekujekî bi kemberk bombekirî, ku temenê wî derdora 17 salî bû, xwe li nêzîkî Saziya Malbatên Şehîdan a ser bi PYDê ve teqand."; + +Cihê teqînê, berê baregeha ewlekariya siyasî ya rejîmê bû (Emin siyasî), lê niha bûye baregeha Saziya Malbatên Şehîdan a ser bi PYDê ve. +Li gorî agahiyên wî şahidî, teqîn ne giran bû, û di encamê 2 endamên YPGê û kesekî sivîl birîndar bûn, lê birîna wan sivik bû. +Herwiha wî şahidî da zanîn ku ziyaneke kêm gihîştiye avahiya saziyê û hêzên asayişa PYDê û YPGê niha cihê bûyerê dorpêç kirine. + +Dihok (Rûdaw) - Enfal navê ayetekê ji Qurana pîroz e ku navdare di nava misilmanan de, lê di sala 1988an de ev nav bû têgeheke kuştinê di nava xelkên Kurdistanê de. +Ev peyev, hizba Beis ya li demê desthilatdariya xwe li Iraqê bikar anî bo kiryarekê li dijî xelkên Kurdistanê û bi 8 qonaxan hemî deverên Kurdistanê vegirtin, ku tê de zêdeyî 182 hezar kes hatin tinekirin, ji bilî wêrankirin û kavilkirina gundan. +Qonaxa heştem a operasyonên Enfalê, ku qonaxa dawiyê ya wan operasyonan bû, devera Behdînan vegirt. Vê qonaxê di 25ê Tebaxa sala 1988an de dest pêkir û heta 6ê Îlona heman salê berdewam bû. +Di destpêkê de, rejîma Beis bi çekên kîmiyayî êrîşî ser çend gundan kirin û piştre bi balafiran operasyon li dijî wan gundan encamdan. +Gundê Gîzê, yek ji gundên devera Behdînanê ye, ku dikeve himbêza çiyayê Garê yê ser bi qezayê Amêdiyê ve, ku berî Enfalê bi sirûşta xwe ya ciwan dihat naskirin, lê piştî Enfalê bi qurbaniyên xwe hat naskirin, ji ber ku tenê ji vî gundî 96 kes hatin girtin û hatin tinekirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) – Li hemberî êrişên ku li bajarê Aksarayê yê Tirkiyê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat, li Dêrsîmê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. +Xwepêşandana ku di bin pêşengtiya pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan HDKê de pêk hat, ji ser Sûka Binerdê dest pê kir ta Meydana Seyîd Riza berdewam kir û ji wir xwepêşander dîsa vegeriyan cihê destpêkê. + +Piştî xwepêşandanê Hevseroka HDPa Dêrsîmê Fatma Kalsen li ser Sûka Binerdê ya navenda bajarê Dêrsîmê daxuyand ku ji ber partiya wan bûye dengê hemû reng, bawerî û gelan rastî êrişên derdorên nijadperest û şerxwaz tê. +Kalsenê got ku piştî êrişên ku li Ûrla û Dîkîlî yên ser bi parêzgeha Îzmîrê pêk hatin li bajarê Aksarayê jî derketina van bûyeran ne tesadufî ne. Kalsen, di vî warî de wiha pê de çû: ";Roja 4ê vê mehê piştî ku Hevseroka HDPê Sabahat Tûncel û parlamenterê HDPê Levent Tuzel beşdarî vekirina şaxê partiya me ya Aksarayê bûn, koma ku MHPyî jî di nav de hebûn êrişî HDPyiyan kir. Di encama êrişan de 9 kes birîndar bûn û wesayîta hilbijartinê ya partiya me jî hat kûpandin û rûxandin. Diviyabû hêzên ewlekariyê rê nedan êrişkar nêzîkî avahiya partiya me bibin, bi vî awayî polêsan bi êrişkaran re hevkarî kirine."; +Kalsenê anî zimên ku armanca êrişan ew e ku yekîtî û yekbûna gelan û têkoşîna wan pert û belav bike, berdewamiya pergala serdest pêk bîne, xebatên hilbijartinan têk bibe û keşûhewaya polîtîk berbelav bike. +Hevseroka HDPa Dêrsîmê Fatma Kalsenê bang li rayedarên hikûmet û dewletê kir û got ku di hemû qonaxên hilbijartinan de ji bo partiyên siyasî û hemwelatiyan, pêkanîna ewlekariyeke baş û rewşhewayeke demokratîk berpirsyariya we ye. Di vî warî de Kalsenê wiha dirêjî da bangewaziya xwe: ";Ger pêwîstiyên vê berpirsyariyê neyên bicihanîn û ji êrişan re çav bên niqandin; pêbawerî û ewleneka hilbijartinan têk diçe û guman dikeve ser encamên hilbijartinan."; +Kalsenê bal kişand ser tevliheviyên li Amedê di navbera HUDA-PAR û BDPê de rû dan û got ku ew êrişên li dijî HDP û BDPê bi tundî şermezar dikin. +Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû jî wekî Kalsenê got ku êrişên li dijî BDP û HDPê ne tesadufî ne. Dogrû jî derbirî ku armanca êrişan ew e ku ‘muzakereyên aştiyê’ bê hilweşandin û girêdana di navbera şoreşgerên Kurd û kedkar-demokratên Tirkiyê bên qutkirin. +Piştî axaftinan, xwepêşander hêminane belav bûn. +Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan HDKê pêk tîne, ev in: Hewldana 78'yiyan, Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, Cam-Seramîk-Îş, Tevgera Azadî û Demokrasiyê (DOH), Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH), Tevgera Demokratîk a Pomakan, Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), DÎSK-GIDA-ÎŞ, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Piştevaniya Gelê Filestînê, Komeleya Jinê ya Bûka Baranê, Hêvî- Kakerên Lezbiyen Gay Biseksuel Transeksuel (HÊVÎ-LGBTÎ), Stenbol LGBT, Dengê Karkeran, Kaldiraç, Kaos GL, Koma Çalakiyê ya Gerdûnî (KEG), LÎMTER-ÎŞ, Helwesta Marksîstî, Lijneya Parastina Minzûrê, Nor Zartonk, Tevgera Elewiyan a Demokratîk û Azad, Partîzan, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîstan (SODAP), Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst (SDP), Partiya ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP), TEKSTÎL-SEN, Teorî Polîtîka, Hewldana Partiyê ya Azadiya Civakî (TOPG), TUM-KOY-SEN, Rastiya Tirkiyê, Dahatûya Çepgirane û Keskine (YSGP). + +Hewlêr (Rûdaw) – Komek ji nêçîrvanên bajarên Pawe, Ciwanro û Ruwanser li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bo parastina jîngeha Kurdistanê tifengên xwe şikandin û dest ji nêçîrvaniyê berdan. + +Li gorî nûçeya malpera Kurdpa, piştî ku nêçîrvanekî gundê Derekî yê devera Sewlawa li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, dest ji nêçîrvaniyê berda û tifenga xwe li ber çavên xelkê şikand, pêlên vê çalakiyê derbasî parêzgeha Kirmaşanê jî bû. + +Di vê çarçoveyê de, komek nêçîrvanên gundên derdora bajarên Pawe, Ciwanro û Ruwanserê li parêzgeha Kirmaşanî jî dest ji nêçîrvaniyê berdan. + +Nêçîrvanên han kom bûn û tifenên xwe şikandin û biryar dan, bo parastina ajel û jîngeha Kurdistanê êdî nêçîrvaniyê nekin. + + +Barzan (Rûdaw)- Di vî fîlma dêkomêntarî de, em dê ronahiyê bixin ser jiyana kur û keçên ku piştî enfalkirina bavên xwe ji dayik bûne. +Îxtiyar Qurtas kurê kesekî enfalkirî ye ji devera Barzanê, dibêje: ";Min bavê xwe nedît û min rola bav nedizanî, ka bav çi dike ji bo kurê xwe, keça xwe û ji bo mala xwe, lê em niha tiştên ku ji dayika xwe fêrbûne em cî bi cî dikin, min qet nedît û ew hest taqî nekir ku ez bêjim kesî bavo."; +Hin xortên din ên zarokên kesên enfalkirî niha proseya hevjîniyê pêk anîne û navê bavê xwe danîne ser kurê xwe. +Hêmin yek ji wan kesane ku navê bavê xwe li kurê xwe kiriye û her dem bi ";Babo"; bang dike kurê xwe. Wek ku Hêmin dibêje ew dixwaze hestê ku wî nedîtiye ligel kurê xwe bijî. +Çîmen Ezîz jî yek ji wan keçane ku piştî enfalkirina bavê xwe ji dayik bûye, ew dibêje: ";Ez her cejin têm li ser goristana kesên enfalkirî, tevî ku ez nizanim kîjan gora babê mine, lê ez hemûyan bi bab û birayê xwe dizanim."; +Çîmen bi dengekî kelegirî dibêje: ";Dayika min ez bi keda xwe xwedî kirim, dayika min bilok dihelgirtin da min xwedî bike."; + +Kobanî (Rûdaw)- Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rojnamevanekî Kurd girt. + +li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh di dema vegera xwe de ji welatê Tirkiyê, çalakvan û rojnamevanê Kurd Mistefa Ebdî li ser deriyê sînor ji aliyê asayîşa PYDê ve li bajarê Kobanî hat girtin. + +Piştî girtina Mistefa Ebdî, malbata wî serdana navenda asayîşa PYDê li bajarê Kobanî kir û xwestin serdana kurdê xwe bikin û sedema girtina wî nas bikin, lê rêveberiya asyîşê rê nedabû ku wî bibînin û ne jî sedemên girtina wî zelal kirin. + +Mistefa Ebdî bi mebesta anîn û derbaskirina hin alav û pêdiviyên rodyoya ";ARTA FM"; çûbû Tirkiyê û derdora heftiyekê li benda vekirina deriyê sînorî di navbera Tirkiyê û Kobanî de mabû. + +Piştî ku derî ji bo vegerê hatibû vekirin, ew vegeriyabû û di dema vegerê de hat girtin. + +Heta vê gavê jî sedema girtina wî rojnamevanî nediyar e. + +Berî niha asayişa PYDê li bajarê Amûdê weşana nûçe û programên heman radyoyê rwestand û gotibû ku ";weşana radyoyek din li wê navendê bi dizî ve tê kirin";. + +Sêrt (Rûdaw)- Zekî Çelîk ê di çileya 2013an de di bin navê ";operasyona KCKê"; de li Şirnexê tevî 19 hevalên xwe hat girtin, ji girtîgeha Sêrtê ya tîpa E hat berdan. Çelîk bi saxî hatibû girtin, lê nexweş hat berdan. Çelîk ji ber cezaeykî din dîsa hat girtin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, girtiyê nexweş Zekî Çelîk di çileya 2013an de li Şirnexê hat girtin û di 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de darizandina wî didome, bi tehliyeya navberê ji Girtîgeha Sêrtê ya tîpa E hat berdan. + +Çelîk ku bi saxî hat girtin, li girtîgehê nexweş ket û hat berdan. + +Çelîk ligel hat berdan ji cezayekî din dîsa hat girtin û dê 7 rojên din li girtîgeha vekirî ya Sêrtê girtî be. + +Zekî Çelîk anî ziman ku gava ew hat girtin tenduristiya wî baş bû, lê di girtîgehê de ku 14 mehan tê de ma nexweşî ket piyekî wî û niha xetereya jêkirina piyê wî heye. + +Çelîk diyar kir ku ew tevî 19 hevalên xwe hatibû girtin û ligel tehliyebûna wî di dosyaya wan de kesên girtîne mane. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li bajarê Nisêbînê jin bi heljkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan ber bi sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê meşiyan. + +Bi druşma ";Bi Jina Azad ber bi Neteweya Demokratîk ve"; duh piştî nîvro hejmarek jinên Kurd li ber navenda çandê ya Mitannî kom bûn û ber bi sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê meşiyan. + +Tevî ku polîsan astengî li ber wan derxistin û di destpêkê nehêştin biçine ser sînor, lê piştî çalakiyeke dirêj, polîsan rê li ber jinan vekir û jin heta sînor meşiyan. + +Jinên ku di navde şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, namzetên hevşaredariya Nisêbînê ya BDPê Sara Kaya û rêveberên BDPê jî hebûn, pankartên ";Emê dîwar û sînoran hilweşînin";, ";Sînor penaberiyê çêdike"; û çend druşmên bilind kirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, jinan piştî çalakiya xwe bi ser xistin û roja jinê pîroz kirin dawî li çalakiyê anîn. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê, asayişa Herêma Kurdistanê kesekî girêdayî grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) girt. + +Çavkaniyek ji ragihandina asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên wan li bajarê Hewlêrê kesekî Kurd ku girêdayî DAÎŞê ye girtin. + +Çavkaniyê diyar kir ku lêkolîn digel wî kesê girtî berdewame û di van nêzîkan de wê zanyariyên zêdetir belav bikin. + +DAÎŞ grûpeke girêdayî rêxistina Qaîde ye û li Iraq û Sûriyê karên xwekujî û teqînan pêk tîne. + +Di dema borî de çekdarên DAÎŞê li Rojavayê Kurdistanê û herwiha li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, çalakiyên xwe zêde kirine. + +Li bajarê Hewlêrê jî di dawiya sala 2013an de çekdarên DAÎŞê karekî xwekujî û teqînek pêk anî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro 23ê sal bi ser serhildana bajarê Silêmaniyê, li dijî rejîma Bais derbas dibe, bi vê helkeftê Tora Medyayî ya Rûdawê çend dîmenên vîdyoyî, ku bo cara yekem tên weşandin, belav dike. + +Serhildana Silêmaniyê roja 7ê Adara sala 1991ê dest pêkiribû û heta roja 8ê Adarê berdewam bûbû. + +Di van dîmenên ku Rûdawê belavkirine de, derdikeve ku Nêçîrvan Barzanî piştî serkeftina şoreşa Silêmaniyê gotarekê dixwêne. + +Herwiha di wan dîmenan de derdikeve, bê çawa piştî serkeftina serhildanê Pêşmergeyên Kurdistanê serdana leşker û afserê êsîr ên Iraqê dikin û li rewşa wan yan tendirûstî dipirsin. + + +Efrîn (Rûdaw)- Grûpên girêdayî Artêşa Sûriyê ya Azad 2 pasên tije rêwiyên Kurd ên xelêk herêma Efrîn girtin û dibêje heta YPGê hevalên wan azad neke ew wan rêwiyan bernadin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh dema ku du pasên rêwiyan ji bajarê Helebê dihatin Efrînê, pasek li bajarokê Seraqib û pasek li gundê Etmê yên girêdayî parêzgeha Idlibê ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyê ve hatin girtin. + +Malbatên girtiyan ku tevahiya wan Kurd in, diyar kirin ku her du pasên kompaniya Çîlo bi şofêrê û rêwiyan ve duh hatin girtin. + +Wek ku malbat dibêjin ";sedemên girtinê ewe ku Artêsha Azad dibêje tankeke mazotê û 4 kesên ku bi tankê re bûn ji aliyê YPGê ve hatine girtin û ew li hember azadkirina wan rêwiyan dixwaze YPGê hevalên wan berde";. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, malbatên girtiyan serdana navenda asayiş PYDê li Efrînê kirin, lê asayişê gotiye ku ti kes ji aliyê wan ve nehatiye girtin ";ne xwediyê tanka mazotê û ne ti kesê din";. + +Ji ber ku rêya serek ya di navbera Heleb û Efrînê de ji aliyê rêjîm û Artêsha Azad ve hatiye girtin, otombîlên rêwiyan di rêyeke din re ku bi ";rêya Eskerîm tê naskirin diçin Helebê. + +Rêwî di rêya Eskerî re ji Efrînê derbasî parêzgeha Idlibê dibin û pişt re derbasî parêzgeha Hemayê dibin û di gundê Xenasêr re diçin heya digihine taxa Siryan a bajarê Helebê ku di bin kontrola rêjîmê de ye. + +Rêwiyên ku di wê rêyê re diçin Helebê, 13 saetan di rê de dimînin. + +Efrîn (Rûdaw)- Piştî paşxistina kongreya Yekîtiya Siyasî ,ya ku birayar bû di 3 Adarê de li dar biketa, êdî partiyên vê yekîtiyê dikevin qonaxeke nû,ku hin aliyên hundir dibêjin ku paşxistina kongrê ne tenê ji ber rênedana derbasbûna endamên kongrê bo Başûr bû,lê sedemên sereke ew bûn ku nakokî di navbera serkirdeyên partiyên Yekîtiya Siyasî de hebûn. + +Ev nakokî berdewam dibin piştî vegera nûnerên kongrê, ku gellek dixwazin sîstema xelekan bikar bînin ku her deverek kongreya xwe li dar bixe û serkirdeyên xwe hilbijêre,lê serkirdeyên Yekîtiya Siyasî gellek pêşiniyar li ser maseya wan hene û heya niha ti encam jê derneketine. + +Nûnerên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bo kongrê berî çend rojan bi qaçaxî ji Efrînê derbasî Tirkiyê bibûn û piştre derbasî li Rojavayê Kurdistanê bibûn. + +Ew 4 rojan li gundên li ser sînor mabûn ku rê ji wan re nehat vekirin ku derbasî Başûr bibin û li vegera wan ji aliyê Dêrîkê ve bo Tirkiyê ew ji aliyê leşkerên sînorî yên Trikiyê hatibûn girtin. + +Bipaşxistina kongreya Yekîtiya Siyasî heya demeke nediyar nîşana jihevketinê dide eger ti çare neyên dayîn,lê li gorî hinek jêderan serkirdeyên Yekîtiya Siyasî wê di 10 Adarê de civînekê li dar bixin ku çarenivîsa kongrê bê nîşankirin. + + +Hewlêr (Rûdaw/AA) – Li devera Taşlîçayê ya Agiriyê li Bakûrê Kurdistanê, li hin cihan telefon nakişînîn. Ji ber vê yekê hin welatî ji bo ku bi telefonê xeber bidin an derdikevin ser lodên gîhê an jî derdikevin cihên bilind. + +Ligundê Toklu yê Taşlîçayê 90 mal hene û li wir jî telefon nakişînin û jibo vê jî gundî ji xwe re çareyan dibînin. + +Gundî ji bo ku bi telefonê xeber bidin vê gavê an derdikevin Girê Cenetê an jî derdikevin ser lodên gîhê, ji ber vê yekê jî dixwazin ku rayedar vê pirsgirêka wan çareser bikin. + +Gundiyê bi navê Erhan Barakçîn (30) diyar kir ku piranî bi heywandariyê re mijûl dibin û piştî karên xwe ji bo ku bi xizm û mirovên xwe re biaxivin anderdikevin ser lodên gîhê an jî derdikevin cihên bilind. + +Barakçîn vegot ku naxwazin bi vî awayîbiaxivin û wiha got: "Eqrebeyên pirî gundiyên me li xerîbiyê dijîn. Hemû kes ji bo ku bi telefonê ve biaxivinanderdikevin ser lodên gîhê an jî derdikevin cihên bilind. Encax wiha bi telefona destan ve diaxivin." + +Barakçîn ragihand ku gundî ji bo axavtinêji xwe re çareyan dibînin û got: "Hin gundî telefonên xwe bi pencereyên malê ve girêdidin. Gava ku telefon dicihê xwe de disekine wê çaxê dikşîne lê çava ku hildidin destê xwe telefon tê birîn. Ez jî telefona xwe bi pencerê ve dikim.Gava ku telefon tê ez telefona xwe hildidim û direvim cihekîbilind û xeber didim. Gava ku tiştekîbilez hebe gundî mejbûr diçin cihên bilind."; + +Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê di ava partiyên Kurdistanî de partiya ku herî dengên wê zêde ye Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ye. + +Li gel vê yekê jî partiyên ku bi piranî dengên xwe ji Bakûrê Kurdistanê distînin jî Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) û Partiya Doza Azad (Huda-Par) e. + +Di nav siyaseta van her sê partiyan de bidestxistina nasnameya kurdî heye. + +Li gorî pisporan jî êdî pêwîste ku li gorî rastiyên cîhanê rêbazên siyaseta kurdan jî were gûhertin. + +Bi rawestandina şer li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, rêbazên siyasetê jî tên gûhertin û li hember BDPê jî partiyên opozîsyonê xwe nîşan didin. + +Lê dîsa jî li gorî pisporan di hilbijartinên herêmî de li Bakûrê Kurdistanê partiya ku herî zêde dengan bistîne dê BDP be. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Awaz Mîmo koçberekî Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî sal û nîvê ye li bajarê Hewlêrê dijî. + +Dema ku ew derbasî Başûrê Kurdistanê bû bi tenê 100 dolar ligel wî hebû, lê ji ber ku di karê xwe de pispore, kariye bibe nimûneya koçberekî serkeftî. + +Li gor dibêje ku samanê wî mejî û mandîbûna salê xwendinê ye. + +Ew Başûrê Kurdistanê wek cihekî gellek baş ji bo kar dibîne û dibêje derfetên kar li vir gellek in ji bo wan kesên ku dixwazin jiyana xwe baştir bikin û dahatekî ji xwe re berhev bikin. + +Herwiha ew êdî pisporiya xwe ligel xelkê jî parve dike û dewreyan ji wan re vedike. Awaz ku endazyarê komputerê ye û di karê xwe de gellek jêhatî ye, niha li Başûrê Kurdistanê bûye xwedî milk û mal û êdî ew bi xwe alîkariya xelkê dike. + +Awaz kariye bi destê xwe şert û mercên jiyana xwe biguhere û jiyana xwe baştir bike û bûye nimûneya ciwanê serkeftî ku hertim bi dilekî geş li paşerojê dinêre. + + +Ormiye (Rûdaw) – Fermandeyê giştî yê hêzên polîs yê parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Yehya Şerefî, bi tundî gef li wan kesan xwar ku di cejna Newrozê de ";hêlên sor"; binpê bikin. +Nêzîkî 2 hefteyan ji cejna Newrozê û sersala kurdî re maye lê ji niha hêzên ewlehiy yên Îranê bi taybet polîsên parêzgeha Ormiyê xelkê ditirsînin ku bi dilê xwe cejnê pîroz nekin. +Di vê çaroveyê de fermandeyê giştî yê polîsên Ormiyê Yehya Şerefî, di daxuyaniyekê de behsa hêzên sor bo pîrozbahiyên Newrozê dike û dibêje, kê van hêlên sor derbas bike dê rastî cezayên tund were. +Yehya Şerefî, her wiha gotiye ku pîrozbahiyên Newrozê çanda kevnar a gelên Îranê ye lê ";çanda ku ji derve hatiye"; metirsîdar e. +Li gorî wî berpirsê polîsê Îranê, ";dujminên îslamê"; dest avêtine deb û raya giştî û hewl didin bi vê yekê bigihîjin ";hedeftên xwe yên qirêj."; +Sala borî, di kevana pîrozbahiyên cejna Newrozê de li Ormiyê, zêdetirî 200 kes birîndar bûn. +Pîrozbahiyên cejna Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê ji roja çarşema beriya roja 21ê Adarê dest pê dike û heta 3ê Nîsanê didome. +Şeva çarşema beriya 21ê Adarê, ku wek çarşema sor tê binavkirin, xelk agir pê dixin, teqteqokan diteqînin û li ser agir da hildiperin. + + +Efrîn (Rûdaw)- Grûpên girêdayî Artêşa Sûriyê ya Azad jibilî 3 ciwanan, hemû rêwiyên ku di nava 2 pasên ji Helebê dihatin girtibûn berdan û dibêje heta YPGê hevalên wan azad neke ew her sê rêwiyan bernadin. + +Roja pêncşemê dema ku du pasên rêwiyan ji bajarê Helebê dihatin Efrînê, pasek li bajarokê Seraqib û pasek li gundê Etmê yên girêdayî parêzgeha Idlibê ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyê ve hatin girtin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh Artêşa Azad jibilî 3 girtiyan hemû girtiyên din ên Kurd azad kirin. + +Artêşa Azad dibêje ";YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye 4 hevalên wan li Efrînê girtine û heta ku wan azad neke ew 3 ciwanên Kurd nayên berdan";. + +Malbatên girtriyan gotibûin u ";sedemên girtinê ewe ku Artêsha Azad dibêje tankeke mazotê û 4 kesên ku bi tankê re bûn ji aliyê YPGê ve hatine girtin û ew li hember azadkirina wan rêwiyan dixwaze YPGê hevalên wan berde";. + +Malbatên girtiyan roja pêncşemê serdana navenda asayişa PYDê li Efrînê kiribûn, lê ji wan re hatibû gotin ku ti kes ji aliyê wan ve nehatiye girtin ";ne xwediyê tanka mazotê û ne ti kesê din";. + +Ji ber ku rêya sereke ya di navbera Heleb û Efrînê de ji aliyê rêjîm û Artêsha Azad ve hatiye girtin, otombîlên rêwiyan di rêyeke din re ku bi ";rêya Eskerîm tê naskirin diçin Helebê. + +Rêwî di rêya Eskerî re ji Efrînê derbasî parêzgeha Idlibê dibin û pişt re derbasî parêzgeha Hemayê dibin û di gundê Xenasêr re diçin heya digihine taxa Siryan a bajarê Helebê ku di bin kontrola rêjîmê de ye. + +Rêwiyên ku di wê rêyê re diçin Helebê, 13 saetan di rê de dimînin. + +Amed (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di mîtînga Lice de diyar kir ku yekîtiya gelê Kurdistanê ji hezar şaredariyan bi qîmettir e. + +Rêxistina BDPê di çarçoveya kampanya hilbijartinê de duh li navçeya Lice ya Amedê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng pêk anî. + +Di mîtîngê de Demîrtaş, namzetên hevşaredaran ên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak, namzetên hevşaredaran ê Rezan Zugurli û Harun Ertuş û rêveberên BDPê amade bûn. + +Di çalakiyê de namzet û serokên BDPê axaftin kirin û li ser wate û girîngiya pêvajoyê û geşedanên pêvajoyê nirxandin kirin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, hevserokê BDPê Selahedîn Demîtaş jî axivî û xwest berî her tiştî gelê Kurd û Kurdistanê yekîtî û tifaqa xwe ava bike. + +Demîrtaş got ";Gelê Kurdistanê bibe yek dil û yek perçe ji hezar şaredariyan bi qîmettir e";. + +Piştî axaftina Demîrtaş mîtîng bi dawî bû. + +Şirnex (Rûdaw)- Hêzên Artêşa Tirkiyê gule berdane 2 malabatên Rojavayê Kurdistanê ku bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û di encam de 3 kes ji wan birîndar bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, 2 malbatên Rojavayê Kurdistanê ku ji 8 kesan pêk dihat xwestin di ser sînor re ji Rojava derbasî herêma Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê bibin, rastî êrîşa leşkeran hatin. + +Leşkeran li ser malbatan gule reşandin û 3 hemwelatî birîndar kirin û pişt re ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê. + +Di êrîşê de jina ducanî Xerdal Hisên, Elaa Elî û Melta Elî birîndar bûn. + +Piştî bûyerê rêveberên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên Şirnexê û parlamenterê BDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz çûn cihê bûyerê û lêkolîen kirin. Polîsan destûr neda ku kes biçin birîndaran bibîne. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li navçeya Midyatê ya Mêrdînê dayika 65 salî Şêrînê Guneş debara xwe li ser hêk û mastê gund dike. Şêrînê ligel temenê xwe yê mezin bi ked û hewldana xwe debara xwe dike û li ser piyan dimîne. Şêrînê, ji bo debarê her hefte 4 caran 7 km dimeşe û li Midyatê hêk û mastê xwe difiroşe. + +Jin di 8ê Adarê de li gelek navend û kolanan dadikevin qadan û daxwaza mafê xwe û azadiya xwe dikin. Dixwazin ku êdî ked û vîna wan bê dîtin û di nava hemû qadên jiyanê de xwedî vîn û biryar bin. + +Li gundan jiyan li ser pişta jinê jîn dibe. Li Gundê Selxê yê navçeya Midyatê ya Mêrdînê dayika 65 salî Şêrinê Guneş debara xwe li ser hêk û mastê gund dike. + +Dayika Şêrînê hêkên mirîşkên xwe û mastê sewalên xwe yê gund li Midyatê difiroşe û pê debara xwe dike. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Şêrînê diyar kir ku hevserê wê nexweş e û li Stenbolê tê dermankirin. + +Dayika Şêrînê ku 7 zarokên wê hene debara hemû malbatê li ser pişta wê ye. + +Dayika Şêrînê anî ziman ku alîkarî û piştgiriyê ji ti kesî nagire û bi derfet û keda xwe li ser piyan dimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta karûbarên parêzgehan a Iraqê ragihand ku biryara serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê destpêkirina gavên bi parêzgehkirina bajarê Helebce ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de yasayî ye. + +Wezîrê dewletê ji bo karûbarên parêzgehên Iraqê Torhan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryara serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê destpêkirina gavên bi parêzgehkirina Helebce de yasayî ye. + +Muftî herwiha got ";Lê bi parêzgehkirina Helebce bi yekcarî pêwîstiya wê bi pesendkirina projeyasaya bi parêzgehkirina Helebce li Parlamentoya Iraqê heye";. + +Mufti diyar kir ku ev demeke Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya bi parêzgehkirina Helebce pesend kiriye û ji parlamentoyê re şandiye, lê pirsgirêkên nav parlamentoyê li pêşiya pesendkirina wê projeyê bûne asteng. + +Roja pêncşemê ya borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li benda Bexdayê nemîne û gavên îdarî ji bo bi parêzgehkirina Helebce bavêje. + +Enqere (Rûdaw)- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêxistin û komeleyên jinan ji bo zêdekirina rêjeya jinan di siyasetê de xabetan dimeşînin. + +Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê herî zêde nazmetên jin di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) de ne. + +Di BDPê de namzeta şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak jî di nav de nêzîkî 200 nazmetên jin hene. BDPê zêdekirina jinan di siyasetê de weke siyasteke sereke dibîne. + +Piştî BDPê di rêza duyem de Partiya Gel a Komarî (CHP) heye. CHPê jî 46 namzetên wê yên jin hene. + +Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) a desthilatdar di rêza sêyem de ye û 18 namzetên wê yên jin hene. + +MHPê jî tenê namzeteke wê heye û ew jî li Colemêrgê ye ku ti rêxistina wê li wir tine ye. + +Namzeta MHPê ya li Colemêrgê jî ne xelkê navçeyê ye û ew ji aliyê navenda partiyê weke namzet hatiye ragehandin. + +Li Parlamentoya Tirkiyê niha 79 parlamenterên jin hene û li gorî hejmara parlamenteran dîsa rêjeya herî zêde BDPê ye. Di nava BDPê de rêjaya jinan 30%. + +Di nav 81 bajarên Tirkiyê de tenê 2 şaredarên jin hene, şaredara Dêrsîmê ya BDPê Edîbe Şahîn û şaredara bajarê Denizliyê ya CHPê Ozlem Çerçîoglu. + +Di nava 923 navçeyan de jî tenê 15 şaredarên jin hene ji van jî 7 ên BDPê, 3 yên AKPê û yên din jî di partiyên din de cih digirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman a Herêma Kurdistanê di 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de peyamek belav kir û tê de ragihand ku tundiya li hember jinan bi awayekî hovane zêde bûye. + +Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman di peyama xwe de behsa pirsa qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê kir û got ";Ev pirs bi awayekî rasterast bandora wê li ser jinan û zarokan di hemû warên jiyanê de heye û herwiha ne aramiyê dixe nava malbatê";. + +Di peyama encûmenê de wiha hatiye gotin: ";Divê em hemû bi hev re pilanekê danin ji bo cîbicîkirina yasayan û cezakirina tawanbarên ku karên tundiyê li dijî jinan dikin";. + +Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman 8ê Adarê li jinan pîroz kir û got ";Di dawiya sala 2013an de û di çend heftiyên borî de li navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê tundiya li hember jinan bi awayekî hovane zêde bûye û komek jin bûne qurbaniyên wê diyardeya nemirovatî";. + + +Kobanî (Rûdaw)- Çalakvan û rojnamevanê Kurd Mistefa Ebdî ku roja pêncşemê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatibû girtin, îro hat berdan. + +Hevjîna Mistefa Ebdî, Şemis Şahîn berî bîstekê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku hevjînê wê Mistefa hat berdan û niha li mala xwe ye li Kobanî. + +Hevjîn û dayika Mistefa Ebdî ji bo ku kurê xwe bibînin, îro sibehê jî serdana navend asayişa PYDê kiribûn, lê wek her du rojên borî rê nedan ku wî bibin. + +Roja pêncşemê di dema vegera xwe ji welatê Tirkiyê de, rojnamevan Mistefa Ebdî li ser deriyê sînor ji aliyê asayîşa PYDê ve li bajarê Kobanî hatibû girtin. + +Mistefa Ebdî bi mebesta anîn û derbaskirina hin alav û pêdiviyên rodyoya ";ARTA FM"; çûbû Tirkiyê û derdora heftiyekê li benda vekirina deriyê sînorî di navbera Tirkiyê û Kobanî de mabû. + +Piştî ku deriyê Kobanî ji bo vegerê hatibû vekirin, ew vegeriyabû û di dema vegerê de hatibû girtin. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji kevinê salan de jina Kurd li herêma Kobanî jineke kebanî û karkir bû, lê rol û karê wê di hundirê gerdîş û têgehên malbatî de li gorî dema kevin sînorkirî bûn, di serdema nû û niha de jî ew bi azadî û serbest kar dike û bê sînor beşdariya wê di civakê de berz û xuya ye. + +Herwiha jina Kurd derbasî nav tevgera siyasî ya Kurd jî bûye, rêxistinên taybet bi jinan di nav partiyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê ava bûne û jina ku bixwaze kar û xebata siysî bike ti bend û astengî li pêş wê nînin. + +Ji bo parastina mafên jinê û piştî destpêka şoreşa Sûriyê, gelek rêxistinên taybet bi jinan li Rojavayê Kurdistanê derketin holê, ew bi awayekî rêxistinî ji bo parastina mafên jinan û bilindkirina hişmendiya wê kar û çalakiyan birêve dibin. + +Berî derdora 25 salan, derketina jinê bo kolanê û kar û xwendinê li herêma Kobanî wekî şermekê bû, xelkê keçên xwe kêm dişandin dibistan û zanîngehan, lê di vê demê de bi hezaran keçên Kurd dûrî malbatên xwe di zanîngehan de dixwînin û derketina ji mal û herêmên kurdî normal bûye. + +Ango ti bend û astengî li pêş kar û xwendin û derketina jina kurd li herêma Kobanî nemane û di nava piraniya civakê de ew azad û serbest jiyan û kesayetiya xwe ava dike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di roja cîhanî ya jinan de, jinên Rojavayê Kurdistanê yên nav kampên penaberiyê de, bi dijwarî jiyana xwe derbas dikin, heger li bajarên wan di nav xaniyan de jiyan dikirin, lê li vir, tenê konên biçûk wan û zarokên wan ji sermaya zivstanî û germaya havînê diparêzin. + +Jina bi navê Heyfa ku ji destpêka avakirina vê kampê de ew û zarokeke xwe di nav konê xwe de roj û şevên xwe dijmêre, ew dibêje, di nav vî konî de pir zehmetiyê dibîne. + +Lê gellek jin hene, naxwazin tenê jiyana wan di nav konan de bibore, dixwazin alîkariya zilamên xwe bikin û karekî sivik di nav kampê de ji xwe re peyda bikin. + +Esmer ji bo pariyek nan ji zarokên xwe re peyda bike, dukanek bi konan ava kirye. + +Şêrîvan jî, nimûneyek dine ji keçên penaber ên Rojavayê Kurdistanê, ew neçar maye ji ber şerê li bajarê Dêrazorê dev ji zanîngeha xwe berde û ji xwendina xwe ya pijîşkî bêpar bimîne. + +Şêrîvan dibêje:";Tevî vê yekê jî, lê rewşa min ji rewşa gellek keçên penaber baştire."; + +Di nav kampan de, çîrokên din jî peyda dibin, jinbiyên kampan jî rastî rewşeke dijwar dibin, bi hesret û tenahiyê rojên penaberiya xwe derbas dikin. + +Li Rojavayê Kurdistanê, jin barekî giran li ser milê xwe hildigire, jina Kurd ziman û çanda miletekî parast û di rojên zehmet de li rex zilam û zarokên xwe kedeke mezin daye. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Li gundê Çalawî yê devera Zirguwêzê ya parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, ji ber arîşeyên navbera du malbatan keçek 6 salî hat kuştin. +Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed, ji Rûdawê re ragihand, li gundê Çalawî yê devera Zirguwêzê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket. +Serkewt Ehmed, da zanîn, di bûyerê de keçek 6 salî jiyana xwe ji dest da. +Berdevkê polîsê Silêmaniyê anî ziman ku hêzên polîs gihîştine cihê bûyerê û rewş kontrol kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, keçeke 14 salî di rêya xwarina heban re hewla kuştina xwe dabû û piştî ku 8 rojan li nexweşaneyeke Hewlêrê ma, îro, 08.03.2014, di Roja Cîhanî ya Jinan de jiyana xwe ji dest da. + +Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyeke nêzîkî malbata wê wergirtine, ";keça 14 salî ya bi navê (F.Ş) ji kurekî hez dikir û dema dayika wê pê hesiya bi tundî li keçikê xist";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";keça 14 salî berî 8 rojan di rêya xwarina gellek hebên nexweşiya şekir û zextê re hewl dabû xwe bikuje, lê ew di cih de rakiribûn nexweşxanyeke Hewlêrê";. + + Çavkaniyê herwiha got, ";Ew 8 roj bûn keça 14 salî ku xelkê bajarokê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê ye, li nexweşxaneya Hawarçûna Rojhilat li bajarê Hewlêrê dihat dermankirin, lê îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi cîgirê berê yê serokomarê Iraqê Adil Ebdilmehdî û serokê Kongreya Niştimanî ya Iraqê Ehmed Çelebî re hevdîtin pêk anî. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî îro (08.03.2-14) li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya cîgirê berê yê Talebanî, Adil Ebdilmehdî û serokê Kongreya Niştimanî ya Iraqê Ehmed Çelebî kir. +Li gorî nûçeyê, di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê hat axaftin her wiha hilbijartinên Iraqê jî bû mijara gotûbêjên Barzanî, Ebdilmehdî û Çelebî. +Di civînê de her wiha arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa bûdceya îsal a Iraqê jî hat axaftin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê, daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên enerjiyê de Hisên Şehristanî, derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê, red kir. + +Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanî, Mueyed Teyîb di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku daxuyaniya Hisên Şehristanî derbarê rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de derbarê pirsa petrolê bêbingeh e. + +Teyîb her wiha amaje kir ku ";Raste danûstandin û gotûbêj di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, derbarê şandina petrolê û bûdceyê de berdewamin, lê heta niha her du alî negehîştine ti rêkeftinekê, û tiştê ku behsa wê tê kirin dûrî rastiyê ye. + +Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên enerjiyê de Hisên Şehristanî, îro (08.03.2014) di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çawaniya hinartina petrolê li hev kirin û biryar hat dayîn petrola Kurdistanê bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO re were hinartin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand ku ti rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê pirsa petrolê de nehatiye pêkanîn. +Sefîn Dizeyî, li ser daxuyaniyên alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên enerjiyê de Hisên Şehristanî li bara lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrola Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê axivî û red kir ku ti rêkeftinek di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de çêbibe. +Dizeyî, da zanîn ku beriya 3 hefteyan bi Bexdayê re civiyane û hinek pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine ji wê demê li benda bersiva Bexdayê ne lê heta niha bersiva Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. +Li ser daxuyaniya wezîrê darayî yê demkî yê Iraqê ku gotibû şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye, berdevkê hikûmetê got, tiştekî wisa nîne û îro ti civîn di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta darayî ya Iraqê de jî nehatiye çêkirin û wiha anî ziman: ";Tenê Bexdayê li ser kêm derketina bûdcê hinek agahî ji me xwestibû, me jî ew agahî ji Bexdayê re şand."; +Alîkarê serokwezîrê Iraqê Husên Şehristanî, îro gotibû ku Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrola Kurdistanê bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO re li hev kirine. +Her wiha, wezîrê demkî yê darayî yê Iraqê Sefaedîn Safî, ji Rûdawê re gotibû, îro li Bexdayê şandeke Herêma Kurdistanê bi wan re civiyaye û dê di nav du rojên din de mûçeyên karmendan bişînin Hewlêrê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de roja cîhanî ya jinan pîroz kir û ragihand ku ";Erkê ser milê me hemûyane rêz li rûmet û maf û daxwaziyên jinan bigrin."; + +Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta roja cîhanîya jinan ku, îro (08.03.2014) li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, pîrozbahî li jinên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir. + +Barzanî di peyama xwe de ji jinan re wiha got: ";Rola jin li berdewamî û pêşxistina jiyan û pêkanîna aştîxwaziyê girîng û pîroze. Erkê ser milê me hemûyane rêz li rûmet û maf û daxwaziyên jinan bigrin."; + +Herwiha di beşekî din ji peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: ";Em hemû deyindar û qerzdarê fedakarî û keda jinan in di jiyana aborî, civakî, siyasî û ferhengî da. Beşa herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bûye û rolekî mezin li xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê de hebûye."; + +Di dawiyê de Barzanî hêvî xwest ku ev helkeft derfetek be ji bo kêmkirina êş û azara jinên Kurdistanê û êdî binpêkirina keramet û mafê jinan nebînîn û wih di peyama xwe de domand: ";Pêwîste li nav malbat û navendên perwerdehî û kultûriyan û cihê karkirinê de mafên jinan bê misogerkirin û sînorek jî ji bo wê tundiya fîzîkî û derûniyê bê danîn ku li dijî jinan tê kirin. Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya min bextewerî û şadiya we ye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir. + +Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûnda dest ji mektebê ber dide. + +Di salên xwe yê mektebê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike. Ji bandora wan nêzîkî muzîkê dibe û di sala 1969an de dest bi dengbêjîtiyê dike. + +Mihemed Şêxo ku bi Bavê Felek tê naskirin, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Beyrûtê 2 salan dersên muzîkê distîne. + +Di sala 1972yan de bi hinek hevalên xwe re komek mûzîkê bi navê ";Koma Serkeftin"; ava dike. + +Mihemed Şêxo sala 1973yan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê Kurd ên din re saz dike. + +Ew paşê vedigere Sûriyê û li Şamê bi cih dibe. Li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe, lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihet nehişt û gelek caran tê binçavkirin. + +Ew ji ber wê yekê carek din berê xwe da Iraqê û di nav refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê re ew derbasî Rojhilatê Kudistanê dibe û li wir kasetekê tomar dike. + +Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan mamostatiyê jî dike. Demek şûnda rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejîmê dihesibîne û derheqê wî de biryara binçavkirinê digire. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. + +Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digire, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. + +Ew stranên xwe yê herî baş li heps û zindanan dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyek bilind tîne ziman. + +Hunermendê mezin Mihemed Şêxo di sala 1983yan de vedigere Qamişlo û heta sala 1988an de gelek berheman diafirîne. + +Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû ser dilovaniya xwe. + +Enazeyê wî li bajar Qamişlo ji aliyê bi deh hezaran kes ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin. + +Di salvegera koça dawî ya hunermendê navdar Mihemed Şêxo de, Tora Medyayî ya Rûdawê fîlmekî dekomentarî yê balkêş li ser jiyan û hunera wî amade kiriye û wê îro biweşîne. + +Hin berhemên Bavê Felek + +Ay Gewrê + +Cana min/Sînem + +Koçê Me Barkir + +Gulîzar + +Ey Felek/Kewê + +Êmê + +Dil Perîşanim + +Nesrîn + +Ay Lê Gulê + +Nalînêk + +Gava Ez Mirim + + +*Ji wîkîpediya hatiye wergirtin + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Sûriyê Beşar Esed ku niha zêdetirî 135 hezar kes li welatî wî hatine kuştin, diyar kir ku Partiya Baes a desthilatdar di krîza ku ev nêzîkî 3 salane li Sûriyê tê derbaskirin de ";li ber xwe daye û yekgirtî maye";. + +Li gor nûçeya ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, Beşar Esed di 51emîn salvegera wergirtina desthilatê ji aliyê Partiya Baes de got ku ewê şerê li dijî ";terorê"; berdewam bikin û tekîd kir ku ";tehdiyatên piştî krîzê dê hîn ji krîzê metirsîdartir bin";. + +Serokê Sûriyê ku bi milyonan hemwelatiyên wî koçber û derbeder bûne, herwiha bal kişand ku partiya wî di krîzê de li ber xwe daye û yekgirtî maye . + +Derbarê kesên ku ji partiya wî veqetiyane de Esed got ";Ev yek haleteke druste û alîkariya partiyê kir ji bo ku ji kesên intîhazî xilas bibe";. + +Serokê Sûriyê Beşar Esed ku li pêşiya serkirdatiya şaxê Partiya Baes li Şamê diaxifî, ragihand ku pêwîste têkiliya partiya wî bi hêzên siyasî yên ku li ser qada Sûriyê hene berdewam bibe û pêşde biçe. + +Esed car din tekîd kir ku pêwîste ew hevpeymaniya xwe ya ligel Rûsya, Îran û Çîn ku di krîzê de piştgiriya rejîma wê dikin, bihêztir bikin. + +Di hezîrana sala 2013an de serkirdatiya nû ya Partiya Baes hat ragihandin, lê ti endamên berê yên serkirdatiyê wek cîgirê serokê Sûriyê Farûq el-Şeraa di nav de cih negirtin. + +Herwiha di serkirdatiya nû de ti serkirdeyên ewlekariyê û yên leşkerî jî tine ne, lê Esed her wek serokê partiyê ma. + +Hewlêr (Rûdaw)- Jinan 8ê adara Roja Cîhanî ya Jinan îsal li seranserê Tirkiyê û Bakurê kurdistanê ev roj bi çalakiyan pîroz kirin û li gelek deveran rastî destêwerdana tund a polîsan hatin û gelek kes jî birîndarbûn û wiha jî hatin girtin û bin çav kirin. + +Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û ji bo pîrozkirina roja jinên kedkara cîhanê li gelek bajaran çalakî û mîtîng hatin li dar xistin. + +Jinên Kurd li Amedê derketin qadan û 8ê Adarê bi dirûşmên ";Jin Jiyan Azadî"; û ";Jin Jiyan Kurdistan"; pîroz kirin. Çalakiya jinan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb destpêkir. + +Li bajarê Wanê jî bi deh hezaran jin li nêzîk rêveberiya ewlekariyê civiyan. Jinan bi cilên xwe yên herêmî yên kesk, sor û zer ber bi qada Newrozê ve bi dirûşmeyên ";Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve"; meşiyan. + +Di vê çalakiyê de parlamenter Ayla Akat Ata, namzetên hevşardarên Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr û namzetên hevşaredarên navçe û bajarokan ên jin jî amade bûn. Herwiha ji Başûrê Kurdistanê jî Parlementera Tevgera Gorran Êvar Îbrahîm Hisên û Gulistan Saîd Mihemed û nûnera Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Xerammel Mihemed Abdilkerîm wek mêvan tevlî çalakiyê bûn. + +Herwiha li bajarên Dêrsîm, Erzrûm, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Qers û Agirî jî çalakiyên jinan ya 8ê Adarê çêbû. + +Lê li bajarê Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi bombeya gazê êrîşî komeke zarokan kirin û di encama êrîşê de zarokeke 13 salî ji serê xwe birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. + +Li paytexta Tirkiyê Enqereyê jî Ji bo pîrozbahiya 8ê Adarê bi hizaran jin li meydana Kiziliayê kom bûn û gellek rêxistinên sivîl, sendîkayên karkeran, partiyên siyasî û komeleyên jinan tevlî vê çalakiyê bûn û piştgirî dane pîrozbahiyê. + +Bajarê herî ku çalakiyên 8ê adarê rastî destêwerdana polîs û ewlekariyê ya tund hat bajarê Stenbolê bû. Di saet 8ê êvarê de çalakvanên jin dema xwestin ji qada Galatasaray berê meşa xwe bidin qada Taksîmê rastî êrîşên polîsan hatin. Li cada Îstîklalê jî polîsan bi otomobîlên Toma û bi bombeyên gazî pêşveçûna meşa jinan ber bi qada Taksîmê ve asteng kirin û di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket û di encam de gelek kes birîndar bûn û polîsan gelek çalakvan jî bin çav kirin. + +Her li bajarê Stenbolê û di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Adarê de namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li taxa Kadikoyê bi belavkirina gulên qerenfîlan roja xwe pîroz kirin. + +Di 8ê Adara sala 1857an de jinan li bajarê New York li Amerîkayê çalakiyek li darxistin. Jinan bi çalakiya xwe daxwaz dikirin ku saetên karê wan dakeve 8 saetan û mûçeyên xwe weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama çalakiyê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin jî di encam vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan. + +Stenbol (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, ber bi girava Îmraiyê ketin rê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, şanda ku wekîlên Koma BDPê Pervin Buldan û Îdrîs Baluken û cîgirê hevserokên giştî yên HDPê Sirri Sureyya Onder di nav de cih digirin, îro çûn Îmraloyê û wê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. + +Tê çavderêkirin di hevdîtinê de derbarê dawî guhertin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û bi taybet pêvajoya aştiyê de gotûbêj bên kirin. + +Herî dawî, şanda BDP û HDPê roja 8ê sibata îsal bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. + +Şanda BDPê ev cara 16emîn e diçe Îmraliyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatû ragihand ku çekdarên nenas êrîşî otombîleke fermanberên kompaniya Petrola Bakur kirin û di encam de 2 fermanber hatin kuştin û 10 fermanberên din jî birîndar bûn. + +Rêveberê asayişa Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro serê sibehê dora saet 7 çekdarên nenas êrîşî otombîleke veguhestina fermanberên kompaniya Petrola Bakur kirin li bajarokê Xurmatû. + +Ehmed diyar kir ku di êrîşê de 2 fermanber hatin kuştin û 10 fermanberên din jî birîndar bûn. + +Ehmed aşkere kir ku piştî êrîşê çekdar ber bi cihekî nediyar ve reviyan û hêzên ewlekariyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û termên kuştiyan jî rakirin bijîşka dadê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad dibêje ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dilgiran e ji ber ku hêzên pêşmerge pêgirê biryarên wî nabin. Wekîlê wezareta pêşmerge jî dibêje ku pêşmerge bi tenê pêgirê biryarên Barzanî dibe. + +Wekîlê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, bersiva Malikî dide ku di civîna ligel Adil Murad de gotibû ";hêzên pêşmerge di ti biyarekê de bi ya wî nakin";. + +Osman got ";Livandana hêzên pêşmerge bi yasa hatiye rêkxistin ew jî divê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê be wek fermandarê giştî yên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê";. + +Osman herwiha got ";Malikî dikare çek û pêwîstiyên leşkerî ji xwe re bibe û budceya me qut bike, lê bila baş bizanibe ku ew nikare hezkirina Kurdistan û niştiman a di dilê hêzên pêşmerge de ji wan bistîne";. + +Osman tekîd kir ku ewê tenê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê hêzên pêşmerge bilivînin û ew piştgiriya tam didin siyaseta serokê Herêma Kurdistanê. + +Şirnex (Rûdaw) – Mala welatiyê bi navê Servet Encû yê ku di komkujiya gundê Roboskiyê yê Şirnexê de ji mirinê filitîbû, rastî êrişa çekdarî hat. + +Duh (08.03.2014) bi şev û derdora saet 12 bi demah Hewlêrê, li gundê Roboskiyê yê Qilana Şirnexê komek çekdarên nenas êrişî mala Servet Encû yê ku di komkujiya şeva 28ê Kanûna 2011an de ji mirinê filitîbû, kirin. + +Di bûyerê de zirar negihîşt ti kesî lê hat gotin herî kêm 100 fîşek li der û dîwarê mala Encû ketiye. + +Servet Encû, li ser bûyerê axivî û got, wisa tê xuyakirin ku kesên ku êrişî mala me kirine tenê 10 metre dûrî malê bûne lê spas ji Xwedê re zirar negihîşt malbata min. + +Encû da zanîn ku piştî êrişê fermandariya hêzên cendirme ya Roboskiyê agahdar kiriye lê ji wî re gotine, ";eger em werin wir jî emê nekarin tiştekî bikin ji ber ku tarî ye, ji bo wê emê sibê bên û li wir lêkolîn bikin."; + +Sevet Encû her wiha ragihand, Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) jî ji rewşê haydar kiriye. + +Tê zanîn, balafirên şer ên Tirkiyê şeva 28ê Kanûna 2011an bi hêceta ku terorîst in, gundiyên gundê Roboskiyê dabûn ber bombeyan û di encamê de 34 kes miribûn, tenê Servet Encû rizgar bibû. + + + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Lîcê ya Amedê, di navbera hêzên polîs û xwepêşanderên ku çêkirina qereqolê protesto dikirin, şer û pevçûn derket. Hat zanîn, hemû rêyên navçeya Lîcê hatin girtin. + +Îro (09.03.2014) danê êvarê komek kes ji gundê Tûzlayê ber bi gundê Korxayê yên navçeya Lîcê ya Amedê ve meşiyan û li dijî çêkirina qereqolan xwepêşandan kirin lê xwepêşandan rastî mudaxeleya tund a hêzên polîs hat. + +Ji ber vê jî di navbera polîs û xwepêşanderan şer û pevçûn derket. Hat zanîn di bûyeran de heta niha 5 kes birîndar bûne. + +Li gorî agahiyan, hêzên polîs hemû rêyên derdora Lîcê girtiye û nahêle ti kes derbasî nav bajêr bibe yan jî jê derbikeve. + +Alozî heta niha jî didome. + +Helebce (Rûdaw) – Jina kurd a bi navê Adîle Xanim, nêzîkî 100 sal beriya niha bûye qayimeqama bajarokê Helebce li Başûrê Kurdistanê. Jinên bajêr jî bi şanazî behsa wê dikin… + +Jina navdara kurd Adîle Xanim, piştî mirina hevjînê xwe û qayimeqamê Helebcê ji sala 1909 heta sala 1919an bûye qayimeqama bajarokê Helebce li Başûrê Kurdistanê. + +Jinên bajêr jî dibêjin, Adîle Xanim di rêveberinê de bişiyan û bihêz bûye û piştevanek baş bo hevjînê xwe Osman Paşa bûye. Peykera Adîle Xanimê li nav bajêr hatiye danîn. +Amed (Rûdaw) – Namzedê AKPê yê şaredariya Amedê û endamê Parlamentoya Tirkiyê Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku li Tirkiyê pirsa kurd nemaye û got, di hilbijartinên herêmî de li Amedê dê AKP bibe yekem. Ensarîoglu her wiha anî ziman, projeyek wan bo çêkirina hêla trenê ya navbera Enqere-Amed-Hewlêrê heye. + +Galîp Ensarîoglu, îro ji Amedê bi rêya telefonê beşdarî bûltena nûçeyên Bakûr a Rûdaw TV bû û li ser rewşa xebatên partiya xwe di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de agahî da. + +Ensarîoglu ku li Amedê wek hevrikê herî bihêz a AKPê di hilbijartinên şaredariyan de li hember BDPê tê binavkirin, diyar kir ku ew dê li Amedê bibin yekem ji ber ku wan gellek xebat di warê rakirina qedexeya li ser zimanê kurdî, çandî, xizmetguzarî û pêvajoya aştiyê de kirine lewma dê dengên wan ji BDP û partiyên din zêdetir be. + +Namzedê AKPê yê şaredariya Amedê behsa projeya çêkirina hêla trenê ya navbera Enqere-Amed-Hewlêrê kir û got, ev proje, projeyek mezin û navdewletî ye û da zanîn, li ser vê projê niha di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hevdîtin hene. + +Galîp Ensarîoglu ku beriya bibe endamê parlamentoyê, serokê jûra bazirganiyê ya Amedê bû, li ser bûdce û xercê wê projê jî got, tê pêşbînîkirin ku bo cîbicîkirina projeya hêla trenê 6-7 milyar dolar pêwîst bibe. + +Ensarîoglu her wiha hêviya xwe jî anî ziman ku rojek were ku ev sînorên niha tenê li ser kaxitan bimînin. + +Di bersiva pirsa ";çima hûn li şûna ku hêla trenê ji Enqerê bikşînin Amed û Hewlêrê, balafirgeha Amedê ya leşkerî nakin sivîl?"; de jî wî parlamenterê AKPê wiha got: ";Yên ku vê yekê dibjin haya wan ji tiştekî nîne, ji ber ku me niha projeyek bi 100 milyon dolar daye destpêkirin bo çêkirina balafirxaneyek pir mezin li Amedê û dê dawiya îsal jî biqede. Wê demê balafir dê her roj ji Amedê bifirin Hewlêrê."; + +Galîp Ensarîoglu, li ser vê yekê ku çima ji BDPê dûr ket bû derbasî nav AKPê bû jî wiha axivî: ";Min ti carî dengê xwe nedaye BDPê lê kesên di nav BDPê de siyasetê dikin dost û hevalên min in, lê nêrîna min li ser pirsa kurd nehatiye guhertin."; + +Namzedê AKPê yê şaredariya Amedê, derbarê vê yekê de ku gelo niha li Tirkiyê pirsa kurd maye yan na de jî diyar kir, qedexeya li ser zimanê kurdî rabû, di zanîngehan de kursiyên kurmancî û zazakî vebûn, di televîzyon û rojname û ragihandinê de jî qedexeya li ser kurdî rabû, propagandeya bi kurdî serbest bû, êdî her kes dikare bi zimanê dayikê di dadgehan de xwe biparêze perwerdeya kurdî li dibistanên taybet hat vekirin… + +Di dawiyê de Galîp Ensarîoglu, destnîşan kir ku cihê ku kurd lê dijîn navê wê deverê Kurdistan e. + +AKP û BDP li Amedê di hevrikiyek tund de ne ji ber wê jî her du partiyan namzedên xwe yên bihêz bo vî bajarê Kurdistanê destnîşan kirine. + +BDPê di hilbijartinên vê carê yên herîmî yên Tirkiyê de bi sîstema hevşaredariyê beşdar dibe, ji ber wê jî mîna her bajarên mezin ên Bakûr, Amed jî du namzedên wê şaredariyê heye: Gultan Kişanak û Firat Anli. + +Şirnex (Rûdaw) - Gundiyê gundê Roboskiyê Servet Encu yê ku şevê din mala wî hat gulebarandin, li Fermandariya Qereqola Bêcuhê û Dozgeriya Komarê ya Qilebanê îfade da. Encu, anî ziman ku kesên dijminê wî tine û kesê dijminê wî ew kesên ku 34 mirov qetil kirin in. + +Şevê din mala gundiyê gundê Roboskiyê Servet Encu yê di komkujiya Roboskiyê de bi saxî xelas bûbû, ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarandin. Encu ku xaniyê wî rastî êrîşa çekdarî hat îro li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bêcuhê û Dozgeriya Komarê ya Qilebanê îfade da. + +Servet Encu, piştî êrîşê qereqol agahdar kiribû lê rayedarên qereqolê gotin, şev û tarî ye û nehatin hawara Encu. Lê Encu, bi tevlêbûna welatiyan ket şopa êrîşkaran û êrîşkar zeft nekirin. Encu anî ziman ku Leşkerên Qereqola Bêcuhê îro serê sibê saet di 10.00'an de hatin cihê bûyerê û paşê ew çû qereqolê û Dozgeriya Komarê ya Qilebanê îfade da. + Servet Encu, piştî îfade da qereqola Bêcuhê û dozgeriyê vegeriya mala xwe. Encu, da zanîn ku duh piştî bûyerê li derdorê geriya û tiştek nedît û got ku ev êriş pir bi plan û zanebûn hatiye kirin. + +Encu, anî ziman ku ew kirine hedef û bi plan ev êriş pêk hatiye û da xuyakirin ku dijminê wî tine û kesê dijminê wî ew kesên yên ku 34 mirov qetil kirin in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere kir ku niha 120 Debabe û 20 hezar pêşmergeyên YNKê hene, û eger Wezareta Pêşmerge ne ji pişka YNKê be, dê desthiladraiya wan çek û pêşmergeyan tenê di destê YNKê de be. + +Tevî ku di hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê de YNKê wek hêza sêyem, piştî Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Gorran hat, lê YNKê bi bîra wan aliyên din tîne ku ew xwedan hêzek leşkerî ye û ti kes dê nikarbe desthilatdariya wan hêzan bike, ji bilî YNKê. + +Wî endamê polîtbûeoya YNKê, ku bo cara yekem e hejar û qasê hêz û çekên giran ên YNKê aşkere dike, ji Rûdawê xwest ku navê wî neyê aşkere kirin û got: ";Çawa Wezareta Pêşmerge nadin YNKê? Gelo ew dizanin ku 120 Debabeyên YNKê û desteya erkanên wê heye?."; + +Herwiha wî endamî da zanîn ku ";Gelo dizanin ku YNKê ji derveyî Wezareta Pêşmerge 20 hezar çekdarên wê hene, Ketîbeya Debabe, Ketîbeya Medfeî û Ketîbeya Enaziyarî yaw ê heye?";Herwiha aşkere kir ku hin berpirs di nava YNKê de hene ku ";Du ketîbeyên wan hene."; + +Ew endamê polîtburoya YNKê, berê xwe dide Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dibêje: ";Çawa dibe Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, Ajansa Parastinê û Wezareta Pêşmerge di dest PDKê de be, gelo wê çi ber bi pişka YNKê bikeve?"; + +Herwiha wî endamî amaje kir ku her 20 hezar pêşmergeyên YNKê di bin fermana ";Wezîrê Pêşmerge Şêx Caafer û Mehmûd Sengawî de ne."; herwiha dipirsê ";Çawa kesek ji derveyî YNKê dê bibe Wezîrê Pêşmerge, ji ber tiştê ku Şêf Caafer ji bo Kak Mesûd dike ez bawer nakim fermandeyekî PDKê bow î bike."; + +Ji aliyê xwe, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman, ku ser bi PDKê ve ye, rexne li helwêsta YNKê girt û got: ";Wezareta Pêşmerge wezareta xwînê ye, pêwîste hizra YNKê û PDKê nekin û artêşê rêbixin da xizmeta hemû xelkên Kurdistanê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku arîşeye herî mezin li Iraq û Herêma Kurdistanê xirabiya rewşa tendirûstiyê ye û dilgiraniya xwe jî ji vê yekê anî zaimn. + +Di çarçroveya beşadariyê di merasîma îmezekirine girêbesta berhemanîna derman di navbera kompaniyaya Awamidica û kompaniyaya Sanoferay a Frensî de, ku îro, 10.03.2014, li Hewlêrê hatibû lidar xistin, Nêçîravn Barzanî gotarek pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser rewşa tendirûstiyê li Iraqê û Herêma Kurdisatnê. + +Barzanî di gotara xwe de rexne li kerta derman girt û got: ";Mixabin çîroka xirabiya derman di welatê me de dîrokek wê ya dûr û dirêj heye"; û ragihand ku ew arîşeyeke lojîkî ye û pêwîste ew îtirafê pê bikin û got: ";Sedema wê arîşeya mezin bo xirabiya sîstema tendirûstiyê li Iraqê vedgere û ji wir jî destpê dike, ji ber ku wan hemû tişt di wî warî de kontrol kiriye û sîstema tendirûstiyê ne tenê li Herêm lê li Iraqê sernekeftî ye."; + +Herwiha Nêçîravn Barzabî di gotara xwe de hewlên Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê bo pêşxistina warê tendirûstiyê bilind nirxand û daxwaz ji wan kir ku berdewam bin li ser karên xwe di wî warî de û got jî: ";Pêwîste berdewa hemahengiya Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Tendirûstî ya Iraqê hebe."; + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo vekirina kargeheke bi wî awayî ji bo berhem anîna derman li Herêma Kurdiatnê û got: ";Ez hêvî dikim ku ev destpêk be, da piştire em bigihin astekî ku pêdiviya me bi welatên derdorê bo anîna derman nebe."; + +Di dawiya gotara xwe de jî Nêçîrvan Barzanî got: ";Ez bawerim ku em dikarin wiha bin, ji ber ku kesê şehreza û lihevhatî di nav me de û ji derve jî hene ku dikarin di wî warî de xizmetê bikin."; + +Derbarê hemahebgtiya di navbera Wezareta Navxwe û wezareta Tendirûstiyê de ji bo nehiştina dermanên xirab û wiha berdewam kir: ";Ez hêvî dikim ku Wezareta Navxwe bi awayekî cîdî tir bin di vê derbarê de, ji ber ku gelê me hêjayê xizmeta zêdetir e."; + +Kombaniyay Awamidika bo berhem anîna derman di sala 2006an de li bajarê Hewlêrê hatiye damezrandin. Wek ku berpirsên wê kompaniyayê jî amaje dikin ku niha ew 140 corên derman berhem tînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda bi navê Kurmanc li Zanîngehên Ormiyê, di malpera xwe de ragihandiye ku eger Abid Fetahî dest ji nûneratiya Meclîsa Îranê berde, ewê dawî li propagendeya xwe li dijî daxuyaniya Fetahî bînin ku kuştina Şêyda Hatemî li zanîngeha Ormiye bi xwekujî bi nav kiribû. + +Piştî ku Şêyda Hatemî keça Kurd ya xelkê gundê Nowê yê Mirgevera Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê di xewgeha zanîngeha Nazlûya Ormiyê de bi kuştî hate dîtin û Abid Fetahî nûnerê bajarê Ormiyê di hevpeyvînekê de bi malperekê re ragihand ku Şêydayê xwe kuştiye, nerazîbûnên li dijî Abid Fetahî nûnerê Kurd yê xelkê Ormiyê li parlemantoya Îranê de dest pê kirin. + +Li gor çavkaniyên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, Abid Fetahî di demekê de li nexweşxaneya Xumeynî ya Ormiyê îdia kiribû ku Şêyda nehatiye kuştin, lê hîn encamên Pizişkiya Dadê nehatibûn ragihandin. + +Di berdewamiya nerazîbûnên li dijî gotara Abid Fetahî , navenda bi navê Kurmanc li zanîneghên Ormiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Fetahî kiriye ji nûneratiya Meclîsa Îranê îstîfayê bide. + +Di daxuyaniyê de tekez jî hatiye kirin heya Abid Fetahî di karê xwe de berdewam be û dev ji kar ber nede, ewê di kar û çalakiyên propagendeyî de berdewam bibin û îdia kirine ku Abid Fetahî rêxweşker bûye da ku polîsê Ormiyê jî di demekê de ku hîn encamên lêkolînên Pizişkiya Qanûnî nehatine ragihandin, ew jî ragihîne ku Şêyda Hatemî xwe kuştiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Navendî ya YNKê di bersiva alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman de ku gotibû ";divê serokê encumenê Adil Murad dest ji siyasetê berde"; ragihand, ya rast divê Enawer Hacî Osman dest ji karê xwe berde. +Hevdîtina serokê Encumena Navendî ya YNKê Adil Murad a hefteya borî bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re li ser mesela mûçe û bûdcê bû sedema derketina devojeniyê di navbera wê encumenê û alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman ku endamê PDKê ye. +Adil Murad, dabû zanîn ku di civîna digel Malikî de ji Malikî xwestiye mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide lê Malikî jî gazinde kiriye û gotiye, ez fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê me lê yek pêşmerge jî guh nade min lê wî jî Malikî re gotiye, heta tu bûdce û mûçeyên pêşmerge nedî dê çawa guh bidin te, divê tu destpêkê wan têr bikî. +Ev daxuyaniyên Adil Murad rastî nerazîbûna alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman hatibû. Osman ji Rûdawê re axivîbû û wiha bersiva Murad dabû: ";Hêzên pêşmerge bo mirinê xebat kirine nek bo têrbûnê."; +Osman her wiha ji Adil Murad re wiha gotibû: ";Li gorî birêz Adil Murad pîr bûye, ji ber wê jî eger dest ji siyasetê berde baştir e û bila êdî mala YNKê ji vê zêdtir xirab neke."; +Li hember vê yekê, Encumena Navendî ya YNKê îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye, bersiva gotinên alîkarê wezîrê pêşmerge da û ragihand, Adil Murad Malikî razî kiriye ku mûçeyên karmendên Kurdistanê bişîne. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew li hember daxuyaniyên alîkarê wezîrê pêşmerge Enawer Hacî Osman mat mane û wiha hatiye ziman: ";Çimkî li şûna ku birêz Enwer Hacî Osman destxweşiyê li birêz Adil Murad bike dibêje em têrbûnê naxwazin. Em dizanin cenabê te têre û pêwîstiya te bi têrbûnê nîne lê divê haya te ji rewşa jiyana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hebe û bizanî ka di çi rewşekê de dijîn."; +Di daxuyaniyê de her wiha ji Enwer Hacî Osman hatiye xwestin, ya rast ew e ku ew wî erka xwe bide kesekî din da ku bikaribe agahdarî rewşa jiyana hêzên pêşmerge bibe nek Adil Murad. + +Amed (Rûdaw) – Parêzerên 92 girtiyên siyasî yên kurd, bo sûdwergirtin ji reformên nû yên qanûnên daraz Tirkiyê, serî li dadgehê dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. +Piştî ku qanûna hilweşandina dadgehên taybet hat pesendkirin û ked pratîkê û dama girtina tohmetbaran a beriya dayîna biryara dadgehê ji 10 salan daket 5 salan, hêviya berdana girtiyên KCKê, Eregenekonê û dozên din ên giran li Tirkiyê zêde bû. +Ji ber wê jî parêzerên 92 girtiyên siyasî yên kurd îro serî li dadgeha Amedê dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. +Yek ji parêzerên girtiyên siyasî ê bi navê Cîhan Aydin, diyar kir ku dadgeh dê di nav çend rojan de bersiva wan bide. +Di nav çend rojên borî de, girtiyên dozên Ergenekonê mîna fermandeyê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx, girtiyê KCKê yê bi navê Serdar Zîrîg hatin berdan, her wiha îro jî biryara berdana 3 girtiyên din ên Ergenekonê hat dayîn. + +Amed (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bo cejna Newroza îsal dawetnameyek bi 4 zimanên Kurdî, Erebî, Înglîzî û Tirkî amade kirin. + +Bi pêşengiya BDP û KCD'ê, bi dirûşma "Rêbertiya Azad Kurdistana Azad" amadekariyên Newroza Amedê tê kirin û amadekarî didomin. + +Di çarçoveya vê yekê de ji bo kesên ku ji Ewropa, Amerîka, Afrîqa û welatên Rojhilata Navîn tevlî Newrozê bibin 5 hezar dawetname hatin amadekirin û mêvanên cejna îsal dê bi 4 zimanên kurdî, erebî, înglîzî û tirkî bên vexwendin. + +Li ser dawetnameya Newrozê bi 4 zimanan wiha hatiye nivîsandin: "; Di Roja 21ê Adara 2014an Newroza ku em li Amedê Li darbixin, bi tevlîbûna we emê feyfxweş bibin."; + +Hejmara giştî ya mêvanên ku bên vexwendin wiha ye: + +1361 Parlamenter +123 Dîplomat +67 Balyozxane +175 Partiyên Siyasî +210 siyasetmedar, akademisyen û aktîvîst +117 rojnamegerên biyanî +56 rojname û televîzyon + +Hewlêr (Rûdaw) – Bûyera gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê li gundekî bajarê Makûyê jî çêbû lê di bûyerê de zirar negihîşte xwendekaran. + +Li gorî malpera Kurdpa, duh li gundekî kurdan ê bi navê Xermanyêrî yê girêdayî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê agir bi sobeya neftê ya polekî ket. + +Li gorî agahiyan, ji ber vê yekê agir bi her derê dibistanê ket û hemû şewitî lê bi alîkariya mamostayê polê xwendekar ji şewatê rizgar bûn lê hemû tiştên wan di nav agir de şewitî. + +Zivistana sala 2012an jî li gundê Şînawê yê Pîranşarê, di encama teqîna sobeya neftê ya dibistana gund de, 2 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dabûn û 28 jî birîndar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, diyar kir, nabe aliyek yan du alî çarenivîsa milletekî dikar bikin, divê ev kar bi yekdengî were kirin. Elî her wiha xwest, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê her çi zû pêk were. + +Cîgirê Barzanî û Talebanî, Kosret Resûl Elî, îro (10.03.2014) bi helkefta salvegera serhildana bajarê Hewlêrê û rizgarbûna bajêr ji destê rêjîma wê demê ya Iraqê peyamek belav kir û ragihand, divê em niha jî bi heman morala berê yek bin û bi awayekî aştiyane û li ser maseya gotûbêjê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin. + +Kosret Resûl anî ziman ku bila êdî welatî neqin qurbana hevrikî û nakokiyên siyasî û nabe tenê aliyek yan du alî biryara dawî li ser çarenivîsa milletekî bidin, divê ev yek bi yekdengî were kirin. + +Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de xwest, di demek zû de aliyên siyasî bicivin û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin. + +Nêzîkî 50 roj bi ser hilbijartinên 21ê Îlona par ên Kurdistanê re derbas bûye lê heta niha jî hikûmet pêk nehatiye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Sirûştî ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, 11% ji daristan û darên berû yên Îlamê di bin metirsiya hişkbûnê de ne. + +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, rêveberê giştî yê çavkaniyên sirûştî yê Îlamê Riza Ehmedî ragihand, li parêzgeha Îlamê 642 hezar hiktar daristan heye ku 11% ji darên berû di metirsiya hişkbûnê de ye. + +Riza Ehmedî, diyar kir ku bo çareserkirina vê pirsgirêkê pilan danîne ku her welatiyekî îlamî her hefte 3 daran biçîne û da zanîn, li gorî vê bernamê di heyama rojên Newrozê de dê 2 milyon û 600 hezar dar bi ser welatiyan de were belavkirin. + +Rêveberê giştî yê çavkaniyên sirûştî yê Îlamê anî ziman ku di çarçoveya bernameya ";Hefteya Çavkaniyên Sirûştî"; de jîngehparêz û yên ku ji sirûştî hez dikin, 200 dar çandin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku ev demek bû baran lê nebariyabû, baraneke zêde bariya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji roja yekeşmê de û bê ti qutbûnekê li herêma Koabanî dibare. + +Baranê kolanên bajarê Kobanî tijî av kirin û di encamp de lehî rabû. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku milet bi barîna baranê kêfxweşbû, ji ber ku îsal ta vê demê baran kêm bariyabû û ger ku nebariyaba wê bandoreke nerênî li buharê bikiria û wê ziyanê jî bigihanda çandiniya xelkê. + +Ava lehiya baranê kete gelek dikan û malên xelkê û ziyan gihande dikandaran û cil û cêraxên hinek malan şil kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro 44 sal di ser rêkeftina 11ê adara 1970 de ya ku di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û rêberê Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin, derbas dibe. + +Li gor wê rêkeftinê, wek cara yekem hikûmeta Iraqê li mafên gelê Kurd mikur hat û biryar hat dayîn ku heta sala 1977an û di rêya serhejmariyeke giştî re herêmeke otonomî li Başûrê Kurdistanê bê ragihandin, lê bi mercê ku Kurd di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin. + +Lê belê ji ber ku Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir Başûrê Kurdistanê bêy Kerkûkê bibe herêmeke otonomî, hikûmeta Iraqê di sala 1974an de ji yek alî de biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetand. + +Hikûmeta Iraqê pîlan û komployên xwe li dijî gelê Kurd nesekinandin û di sala 1975an de Peymana Cezayirê bi Îranê re îmze kir. + +Li gor wê peymanê Bexda razî bû car din sînorê navbera Iraq û Îranê bê diyarkirin bi mercê ku Tehran piştgiriya şoreşa Kurdan neke. + +Bi vî awayî jî rêkeftina 11ê adarê bi dawî hat. + +Qamişlo (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir. + +Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûnda dest ji mektebê ber dide. + +Rûdaw di salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de xwe gihande dayika û malbata wî. + +Dayika Mihemed Şêxo dibêje ku hemû stranên Mihemed Şêxo xweşin wek Xem û Xeyalê. + +Dayika Şêxo anî ziman ku dema Mihemed Şêxo sax bû kesî guh nedida wî. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekîd li ser yekgirtina hemû aliyên Kurdistanê kir û dibêje ku Kurd zimanê gef û dorpêça siyasî û aborî qebûl nake. + +Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta cejna Newroz û bîranînên adarê belav kir û tê de got ";Gelê Kurdistanê nifş bi nifş berxwedan kiriye û niha nifşek hatiye ku bi ti awayekî dektatoriyet û dagîrkirinê qebûl nake û azadî û serkeftinê misoger dike";. + +Barzanî bal kişand ku gelê Kurd bindestiyê qebûl nake û serhildana behara 1991ê wek peyamek da zanîn û got ";Serhildana mezin a gelê me di adara 1991ê de ne tenê bûyereke dikeve dîrokê û em her sal bi bîr tînin, lê belê peyameke herdemiye ji hemû dinyayê re ku Kurd bindestiyê qebûl nake";. + +Serokê Herêma Kurdistanê yekgirtina aliyên Kurd di serhildanê de bi bîr xist û got ";Her demekê Kurd yekdeng û yekhelwest bin ti hêzek wê nikaribe rê li armancên wî bigire";. + +Barzanî tekîd kir ku Kurd aştîxwaze û nabê êdî mafên wî bêne binpêkirin û bi zimanê gef û dorpêça siyasî û aborî reftar ligel bê kirin. + +Barzanî kîmyabarna Helebce jî bi bîr xist û got ";Divê mirovatî bi şerm ve di asta wê karesatê de bisekine. Helebce ji Kurdan re bûye nasname";. + +Helebce (Rûdaw)- Îro sêşemê li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê endamekî asayişê di nav mala xwe de xwe kuşt û nameyek li pey xwe hişt. + +Çavkniyek ji polîsê Helebce ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew kesê xwe kuştiye navê wî Beyar Qadir e û li Rêveberiya Asayişa Şarezorê dewam dikir";. + +Çavkaniyê diyar kir ku wî endamî di nava mala xwe de xwe kuştiye û kilaşinkofek li cihê bûyerê hebû. + +Çavkaniyê herwiha got ";Wî nameyeke li pey xwe hiştiye û tê de dibêje ji ber pirsgirêkeke civakî xwe kuştiye";. + +Rêveberiya polîsê Helebce ragihand ku heta niha raporta bijîşka dadê negihe destê wê, ew ti daxuyaniyekê li ser bûyerê nadin û lêkolîn derbarê bûyerê de didome. + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotelê de pêk hat. + +Avahiya hotela Hedaya navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye. + +Rûdaw dê zanyariyên nû belav bike.. + +Uzey Bulut + +Enqere (Rûdaw) -Hesen Elewî (84) bi tawana arîkarî û hevsoriya ligel PKKê sizayê 6 salan zindan li ser hate sepandin. Elewî yek ji wan 500 girtiyên kurd e ku di rewşeke tendirustiyê ya xirab de ne li zindanên Tirkiyeyê. Herwiha rêxistinên mafên mirovan dibêjin ev zindanî ji çareseriya tendirustiyê bêbeş in. + +Hesen Elewî ji ber gellek nexweşiyan dinale û lingên wî jikar ketine. Pişt ku sizaya girtina wî ji aliyê dadgeha bilind a Tirkiyê ve hate pesendkirin, li bajarê Mûşê kete zindanê. Bi tawana arîkarî û dilsoziyê ligel rêxistina "terorîstî" li gor gotina dadgehên Tirkiyê, ku mebest PKK ye, ev mirov hate girtin. + +Serokê şaxê Mûşê yê Komeleya Piştgiriya Mirovên Zindaniyan, Umer Uzun, bi diltengî dibêje "tevî ku Hesen Elewî ji ber bêhnçikînê û hejmarek ji nexweşiyên din diêşe û nikare tevgerê bike, lê dadgeha bilind sizayê girtina wî pesend kir." + +"Li Tirkiyê ne girîng e temenê te 12 sal be, yan 84 sal be. Eger tu Kurd bî, ti dadperwerî ji te re nîne li dadgehên Tirkiyeyê", weke ku Umer Uzun dibêje. + +Li gor statîstîkên Komeleya Mafên mirovan li Tirkiyê IHD, niha 544 girtiyên siyasî yên kurd li zindanên Tirkiyê nexweş in. Di vê mehê de 2 zindaniyan ji wan jiyana xwe ji dest dan. + +"Rewşa zindaniyên nexweş ku mafê wan yê tedawiyê hatiye binpêkirin, her rojê xirabtir dibe." Seroka Komeleya Piştgiriya Mirovên Zindaniyan, Derya Osê, di xwepêşandanekê de li derveyî zindana Amedê, ku roja sêşema borî birêveçû, herwiha got:"Zindaniyên siyasî di rewşeke gellekî xirab de ne. Girtî bi kefenê sipî li nav zindanê tên û diçin." + +Heftiya borî di serdanekê de bo Îtalyayê, serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji rojnamevanan re got ku desthilata wî ya yasayî nîne ji bo azadkirina ti zindaniyekî. Gul got: "Tenê wê demê dikarim gavê bavêjim ku raporta peymangeha bijîjkî ji min re bê şandin." + +Li gor agahiyeke ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 13 salên borî de 2300 girtiyên di zindanên Tirkiyê de cane xwe ji dest dane. + +Îzzet Toprak girtiyê heman zindanê ye ku Hesen Elewî tê de ye. Ew jî di nameyeke vekirî de daxwazê li desthilatdaran dike ku Elewî azad bikin. + +Hejmara girtiyên ku di zindanan de dimirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe. Destpêka vê mehê girtiyekî temen 44 salî piştî 6 salan ji hiştina wî li zindanê, li zindana Bidlîsê bi krîza dil koça dawî kir. + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotelê de pêk hat. +Li gorî zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, îro, 11.03.2014, 5 çekdaran êrîşî avahiya hotela Hedaya navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye, kirin. +Herwiha li gorî ku şahidekî bûyerê ji Rûdawê re aşkere kir, piştî ku wan çekdaran êrîşî wê avahiyê kirin, ku di nav wan de jin jî hebûn, jin û zilamekî ji nav çekdaran xwe di avahiyê de teqandin û di encamê de hejmarek qurbanî ketin. +Wî şahidî da zanîn jî ku ji encama êrîş û teqînê 8 kesan jiyana xwe jidest dan û nêzîk 20 kesan birîndar in û birîna hina ji wan girane, lewma pêşbînî tê kirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe. +Li gorî ku heta niha hatiye belav kirin, navê kesên ku jiyana xwe jidst dane evin, Cîhan Murad, Awaz Mehmûd Mihemed, Emîne Bilal Mihemed, Helebce Tehe Xelîl, Ferhad Ebdilezîz Osman, Elaidîn Ebulîlah Osman, Îbrahîm Ezîz Melek û Mûse Azad Mûse. +Ji aliyek din ve heman şahidî amaje kir ku du kes ji wê grûpa çekdarî niha li cem hêzên asayişa PYDê girtîne. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Ji bo Berkîn Elvan ê ku 269 roj bû di komayê de li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê di bin çavdêriya taybet de bû û destê sibê jiyana xwe ji dest da, li Dêrsîmê jî çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Têkildarê mirina Berkîn Elvan, Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû got ku ji bo êşên vê erdnîgariyê nîşaneya herî mezin ev e ku zulm û sitembariya ku li ser zarokan pêk tên. +Îro danê nîvroyê Hevgirtina Hêzên Şoreşger ên Dêrsîmê li Kolana Hunerê li hev civiya heta li ser Sûka Binerdê ya navenda Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xist û li vir Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê mirina Berkîn Elvan û bûyerên Parka Geziyê ji çapemeniyê re daxuyand. +Dogrû got ku heman mantalîteya ku li Kurdistanê Enesê 6 salî, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol kuştine, Berkîn Elvan jî kuştiye. Dogrû, di vî warî de wiha pê de çû: ";Ji bo êşên vê erdnîgariyê nîşaneya herî mezin ev e ku zulm û sitembariya ku li ser zarokan pêk tên. Berxwedana ku bi Parka Geziyê re dest pê kir, gav bi gav li Tirkiyê belav bû û bû navendeke din a opozîsyonê. Rûyê rast ê serdestên ku ji vê berxwedanê tirsiya û veceniqî; bi kuştina Berkîn Elvan û Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Abdûllah Comert, Mehmet Ayvalitaş, Ahmet Atakan, Medenî Yildirim ê Licêyî derket holê."; +Dogrû, anî zimên ku ta ku ‘dewleta zulmê neyê şikandin’ ‘kuştina’ Berkîn Elvanan berdewam dike. Di vî warî de Dogrû wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Divê sitemkar baş bizanin ku bi kuştina zarokên me, nikarina têkoşîna mafdar a vî gelî biqedîne. Vî gelî carê bawerî bi azadiyê aniye û ji bo bidestxistinê azadiyê bedela pêwîst jî texsîr nekiriye."; +Dogrû derbirî ku ‘xeta berxwedêriya Seyîd Riza bi Berkîn Elvanan’ didome. Dogrû, di vê bareyê de wiha axivî: ";Pêwîst e êdî sitemkar têbigihêjin ku ev xeta berxwedêriyê bi kuştinan naqede. Li ser vê erdnîgariyê bi kuştina Berkîn Elvan, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkolan aştî pêk nayê. Ji bo aştiya civakî, divê berê her tiştî bila destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me vebikişînin. Ta ku ev mantalîteya hebe û zarokên me bikujin, ne mumkin e ev axa bi aştiyê şad bibe."; + +Dogrû diyar kir ku ew naxwazin êdî li vî welatî xwîn birêje û wiha domand: ";Êdî em naxwazin zarokên me li vî welatî bimirin; lê di heman demê de em ê xulamtî û koletiyê jî qebûl nekin. Dema em banga aştiyê dikin, em ê hingê daxwaza azadiyê jî nedin aliyekî. Em dixwazin bi nasname û baweriya xwe azad bijîn. Aştî, tenê dikare bi vî awayî pêk bê. Bi yekperestî, nefî, birçîbûn û hejariyê, li hemberî polîtîkayên sitemkariyê em ê serê xwe netewînin. + +Wekî Hêzên Hevgirtî yên Şoreşger em soz û belên didin ku em ê nehêlin kujerên Berkîn Elvan di nav me de bigerin. Rêya Berkîn, rêya me ye."; +Piştî daxuyaniyê, girse bi bêdengî belav bû. +Malbata Berkîn Elvan bi eslê xwe ji navçeya Pilûr a ser bi Dêrsîmê ye. Berkîn Elvan di çalakiyên Parka Geziyê de dema ji bo nan ji firûnê bikirre derket derve, bi gulleya gazê ya polêsan di serê xwe de giran birîndar bû. Berkîn Elvan ê ku 269 roj e di bin pişkinîna taybet de di qomayê de bû, îro destê sibê di demjimêr 07:00an de jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan ê ku di qomayê de ketibû 15 saliya xwe, ji 45 kîloyî daketibû 16 kîloyî. + +Piştî mirina Berkîn Elvan hat bihîstin hema bigire li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakî hatin lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, dê di nav 2 rojên bê de kabîneya heşetemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê were ragihandin û ev yek jî dê bi beşariya hemû partiyan pêk were. + +Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî, li ser pêkanîna hikûmetê ji Rûdawê re got, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê 2 rojên din were avakirin û dê kabîneya heştem were ragihandin. + +Êminkî anî ziman ku kabîneya nû ya hikûmetê dê li ser rizamendî û beşdariya hemû aliyan be û hikûmetek niştimanî be. + +Berdevkê PDKê da zanîn ku endamên polîtburoya partiya wan duh civiyane û li ser çareserkirina nakokiyan hatiye axaftin bi taybet li ser pêşniyar û daxwaziyên Tevgera Gorranê hatiye gotûbêjkirin. + +Tevgera Gorranê, ku di hilbijartinan de di rêza duyem de cîh girtibû daxwaza yek ji wezaretên Navxwe yan Pêşmerge ku we wezaretên kilîdî tên nasîn, dike. + +Nêzîkî 6 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk nehatiye. + +PDK wek partiya yekem di hilbijartinan de bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin. + +Qamişlo (Rûdaw) - Asayişa PYDê ragihand ku kesên ku êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn ";Misrî, Siûdî û Tûnisî"; bûn. +Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotêla Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotêlê de pêk hat. +Li gorî nûçeyeke malpera HawarNewsê ya nêzîkî PYDê, rêvebera asayîşa giştî Ayten Firat di daxuyaniyê de diyar kir ku "Kesên êrîş pêk anîne 7 kesin û ne ji vê herêmê ne. Ev 4 kesên ku mirine, ji Misir, Erebîstana Siûdî û Tûnisê ne, girêdayî komikên terorîstî ne. Li ser laşê wan cihê derziyên hişbir hene. " +Ayten Firat, anî ziman ku di encama vê êrîşa de 4 êrîşkar mirin 3ê din jî li cem wan girtî ne, herwiha da zanîn ku 5 hemwelatiyên sivîl jî ku 3 ji wan jin in, jiyana xwe ji dest dan. 2 welatiyên ku yek ji wan jî jin e û birîndar bibûn li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. +Berpirsa asayişê her wiha zanîn ku wan di dema êrîşê de 3 êrîşkar girtine û lêpirsîna wan didome. +Ayten Firat anî ziman ku encama lêpirsînê û detayên êrîşê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkerekirin. + + +Îlam (Rûdaw) – Nûnerê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê Ehmed Şohanî, diyar kir ku dê konsulxaneya Iraqê li bajarê Îlamê were vekirin. + +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, nûnerê parêzgeha Îlamê li parlamentoya Îranê Ehmed Şohanî îro serdana deriyê sînorî yê Mêhranê yê navbera Iraq û Îranê kir û ragihand, dirêjahiya sînorê Îlamê bi Iraqê re 420 kîlometr e her wiha rojane herî kêm 5 hezar kes ji deriyê sînorî yê Mêhranê re derbas dibin. + +Ehmed Şohanî, anî ziman ku ev jî girîngiya deriyê Mêhranê nîşan dide lema vekirina konsulxaneya Iraqê li Îlamê lazim e. + +Şohanî da zanîn ku ev daxwazî bi rêya wezîrê derve Mihemed Cevad Zerîf ji rayedarên Iraqê re hatiye gotin her wiha balyozê Iraqê li Tehranê Mecîd Şêx jî soz daye vê yekê ji Bexdayê re bigihîne. + +Nûnerê Îlamê destnîşan kir ku li gorî sozên balyozê Iraqê konsulxaneyên Iraqê li Îlamê û Ormiyê dê were vekirin. + +Parêzgeha Îlamê bi 3 parêzgehên Iraqê re hevsînor e û piraniya kesên ku ji deriyê sînorî yê Mêhranê re derbasî Iraqê dibin bo ziyareta cihên pîroz ên şîeyan li bajarên mîna Necef û Kerbelayê diçin. + +Mûsil (Rûdaw)- Endamekî serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest ji kar vekişand û ragihand ku sedema vê biryara wî nakokiyên nav YNKê bûye. +Berpirsê melbenda Mûsilê ya YNKê, Arif Rûşdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Ji roja 8ê Adarê ve min dest ji posta xwe vekişandiye û min biryara destjikar vekişana xwe jî pêşkêş kiriye."; +Derbarê sedema destjikar vekişanê jî, Arif Rûşdî got: ";Sedema vê biryarê nakokiyên nava YNKê ye."; +Hevdem navhatî red kir ku wî dest ji posta endamtiya serkirdatiya YNKê berdabe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Rêveberiya PKKê Duran Kalkan, diyar kir ku di girtin û berdana sererkanê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx de rola Amerîka girîng e û îdia kir ku Başbûx xwe ji siyasetê re amade dike. Kalkan li ser êrişên li dijî HDPê jî got, ew êriş bi awayekî pilankirî û ji bo dûrxistina HDPê ji civaka Tirkiyê tên kirin. + +Yekemîn daxuyaniya PKKê li ser berdana girtiyên doza Ergenekonê bi taybet sererkanê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx ji aliyê endamê rêveberiya PKKê Duran Kalkan ve hat dayîn. + +Duran Kalkan, tevlî bernameya Polîtîk Alan a Stêrk TV bû û ragihand, berdana girtiyên Ergenekonê bi taybet sererkanê berê yê artêşê Îlker Başbûx bûyerekî balkêş e û diyar kir, girtin û berdana Başbûx normal nebû çimkî di girtin û berdana wîde rola Amerîka girîng e. + +Kalkan anî ziman ku li Tirkiyê fermandeyên artêşê bi taybet Başbûx girîng e, dema hat berdan jî mîna lîderekî siyasî tevgeriya ji ber wê jî dibe ku ji aliyê hinek aliyan ve wek namzedê serokomariyê yan jî serokwezîriyê were nîşandan. + +Li gorî Kalkan, hikûmet ji bo ku Cemaeta Gulen bin bixe dê rolekî bide Başbûx jî lê êdî dewleta Tirkiyê pevçûnên navbera AKP-Cemaetê, AKP-Ergenekon û Ergenekon-Cemaeta Gulen ranake ji ber ku êdî rêjîm sist bûye û bizmarên wê ketine. + +Li ser êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî wî rayedarê PKKê got, êrişên li dijî HDPê bi taybet tên pilankirin û ev jî çavkaniya xwe ji aloziya nav dewletê digire û dixwazin bi vê yekê nehêlin HDPê bikeve nav civaka Tirkiyê. + +Sererkanê berê yê artêşê Îlker Başbûx, roja 8ê Adara îsal û piştî 26 mehan hat berdan. Başbûx bi tohmeta dariştina pilana kûdetayê li dijî hikûmeta AKPê û jinabirina Cemaeta Gulen hatibû girtin. + +Li pey Başbû, ev çend rojin piraniya girtiyên Ergenekonê hatin berdan. + +Dêrsîm (Rûdaw) –Li Dêrsîmê di çalakiya ji bo Berkîn Elvan de bûyer qewimîn. Pevçûnên ku di navbera çalakger û polîsan de derketin hê jî berdewam dikin. Mudaxeleya polîsan bi wesayîtên zirxpoş, bi ava şid û bombeyên gazê pêk tê. Herî kêm du çalakger birîndar bûn. Çalakgerên birîndarbûyî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê. +Ji bo Berkîn Elvan ê ku 269 roj bû li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê di qomayê de di bin çavdêriya taybet de bû û destê sibê jiyana xwe ji dest da, di bûyerên ku li navenda Dêrsîmê di navbera çalakger û polîsan de derketin de kêmanî du kes birîndar bûn. Bûyerên ku di demjimêrên êvarê ve li ser Kolana Cûmhûriyetê û li kûçeyên derdorê dest pê kirin, hê jî berdewam dikin. +Çalakgeran bankamatîkên çend bankayan jî şikandin û hewl dan bi gelek kelûpelên hesinî rêya wesayîtên zirxpoş girê bidin. +Girseya ku bi piranî ji çalakgerên ku rûyên wan poşandî pêk hatibû, piştî hatin li ber 'Qereqola Polêsan a Şehîd Nahît' bi kevirbaranê re polêsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyê wan kirin. +Di heman demjimêran de çalakiyekê jî li Taxa Gazîkê bi rê ve çû, lê çalakî bi giştî bêkêşe derbas bû. Piştî ku hat bihîstin ku li navenda bajêr bûyer gurr bûne, gelek xwepêşanderên li vir beşdarî xwepêşandanê bibûn bi pêyan hatin tevlî çalakiyên li Kolana Cûmhûriyetê tevlî çalakiyan bûn. +Herwiha îro danê nîvroyê jî Hevgirtina Hêzên Şoreşger ên Dêrsîmê li Kolana Hunerê li hev civiyabû heta li ser Sûka Binerdê ya navenda Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xistibû û li vir Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê mirina Berkîn Elvan û bûyerên Parka Geziyê ji çapemeniyê re daxuyandibû. +Malbata Berkîn Elvan bi eslê xwe ji navçeya Pilûr a ser bi Dêrsîmê ye. Berkîn Elvan di çalakiyên Parka Geziyê de dema ji bo nan ji firûnê bikirre derketibû derve, bi gulleya gazê ya polêsan di serê xwe de giran birîndar bû. Berkîn Elvan ê ku 269 roj e di bin pişkinîna taybet de di qomayê de bû, îro destê sibê di demjimêr 07:00an de jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan ê ku di qomayê de ketibû 15 saliya xwe, ji 45 kîloyî daketibû 16 kîloyî. +Cenazeyê Berkîn Elwan sibe piştî ku li Cemxaneya ku li Okmeydani ya Stenbolê pêwîstiyên dînî hat cîbicîkirin, tê veşartin. +Piştî mirina Berkîn Elvan hat bihîstin hema bigire li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li 15 bajaran çalakî hatin lidarxistin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Saziya Malbatên Şehîdan, a ser bi PYDê ve, li Rojavayê Kurdistanê navê her 8 kesên ku di teqîna îro li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dabûn, belav kir. + +Îro, 11.03.2014, piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotêla Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û piştre teqîn di nav hotêlê de pêk hat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. + +Li gorî ku Saziya Malbatên Şehîdan ragihandiye, navê kesên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dane ev in: + +Cîhan Murad temen 37 sal, Awaz Mehmûd Mihemed temen 23 sal, Emîne Bilal Mihemed temen 25 sal, Helebce Taha Xelîl temen 24 sal, Ferhad Ebdilezîz Osman temen 27 sal, Elaidîn Ebulîlah Osman temen 30 sal, Îbrahîm Ezîz Melek temen 52 sal, Mûse Azad Mûse temen 18 sal. + +Herwiha li gor zaniyariyên ku heta niha gihîştine Rûdawê, her du kesên ku xwe di nava hotêla Hedaya, ku navenda şaredariya bajarê Qamişlo ya PYDê ye, teqandine yek ji wan bi navê Cerîh el-Cezrawî ye û yê din bi navê Ebû Mihemed el-Ensarî ye. + +Herwiha Asayişa PYDê ragihand ku kesên ku êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn ";Misrî, Siûdî û Tûnisî"; bûn, û wan karîn 3ê çekdaran jî bigirin. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di rojeke wek îro berî 10 salan de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. + +Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. + +Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. + +Herwiha bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û hin bi mehan û hin jî bi salan di zindanên rejîmê de man û rastî îşkenceyê hatin. + +Heta vê gavê ti partî û saziyeke sivîl li Rojavayê Kurdistanê hejmarên rast û drust derbarê kuştî, birîndar, girtî û ziyanên madî yên serhildana 12ê Adarê de li cem wan tine ye. + +Di wê serhildanê de gelê Kurd daxwaza mafên xwe û herwiha lêpirsîna kesên ku bûne sedema kuştina Kurdan kirin. Lê belê heta niha rejîma Sûriyê derbarê vê yekê de ti gav ne avêtine. + +Her sal gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12ê Adarê û kesên ku di encam de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. + +Îsal jî wê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajar û bajarokên Rojava û herwiha li derve jî çend çalakiyan bi vê helkeftê li dar bixin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna duh a li bajarê Qamişlo şermezar kir û li dijî aştiya civakî li herêmê da zanîn. + +Duh piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e, kirin. + +Rêveberiya giştî ya asayişa PYDê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";çekdarên êrîşî avahiyê kirine misrî, tûnisî û siûdî ne û 4 ji wan di teqînê de hatin kuştin û 3 jî hatine girtin";. + +Di encama teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de 4 jin jî hene. + +Derbarê teqînê de sekreteriya giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de ";ew tawana qirêj a ku di encam de kesên sivîl û bêguneh jiyana xwe ji des dan şermezar kir";. + +ENKSê bang li gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve kir ku li dijî wan karan rawestin û got ";Armanca van êrîşan ewe ku aştiya civakî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê têk bibin";. + +ENKSê herwiha berpirsyariya wê tawana ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatiye kirin, xiste stûyê rejîma Sûriyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û armanca wan ewe di nava yek partiyê de bibin yek. lê heta nikarîne wê armancê pêk bînin. + +Herî dawî biryar bû kongreya yekgirtina her çar partiyan di 3yê adarê de li Hewlêrê bihata lidarxistin, lê ew jî çênebû û kongre heta demeke nediyar hat paşxistin. + +Çavkaniyek ku haya wî ji civînên di navbera serkirdatiya Yekîtiya Siyasî de heye ji Rûdawê re got ku Partiya Demokrata Kurd El-Partî, sedema sereke ya li dar nexistina kongreyê ye. + +Ew dibêje, hin kes di nav serkirdatiya el-Partî de hene ji ber berjewendiyên xwe yên taybet naxwazin ev yekîtî herî serî û her çar partî bibin yek. Lê belê endamekî Polîbîtoya El-Partî vê yekê red dike. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, serkirdeyên her çar partiyên Yekîtiya Siyasî derbarê lidarxistina kongreyê de li hev nakin û bi giştî li ser 2 grûpan parve bûne. + +Grûpek naxwazin kongre bê lidarxistin û dibêjin divê serkirdatiya partiya nû ji nav serkirdeyên her çar partiyan bê hilbijartin û pişt re ew sekreterkî ji xwe diyar bike. + +Lê grûpa din li ser lidarxistina kongreyê îsrar dikin û dibêjin, ew qebûl nakin bêy kongre ti serkirdatiyek bê hilbijartin yan jî bê diyarkirin. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, piraniya endamên her çar partiyan li hundirê Rojavayê Kurdistanê ew jî dixwazin serkirdatî û sekreter jî di kongre de bêne hilbijartin. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Gazinda min ji buharê ew bû ku bilbilê xemgîn li ser darên gulan anî xwar bi agirê zikerşiya xwe şewitand, Mihemed şêxo aşiq û evîndarê buharê bû lê weke felekê pêre xayin ket, lewma her kesî dîtibû çawa mîna kelemperê li bayê jiyanê diket û ji parçeyekî welat berve yê din ve diçû ,heta ku Rojava û Başûr û Rojhilat kirin hevparên xem û awazên xwe. + +Hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê yê Rojavayê Kurdistanê hate diniyayê û şûna wî di huner û muzîka kurdî de gelek diyar e. Bavê Felek ked û xebateke dirêj a di warê hunera Kurdî de pêkêş kir û piştî u jiyana xwe bi perîşanî û di koçberiyê de derbas kir, sala 1989an de çû ber dilovaniya xwe. + +Hunera ku vî hunermendî mezin li pey xwe hişt, li dilê her mirovekî Kurd xist û di nav her maleke kurdperwr de stranên wî tên guhdarkirin. Wî bi stranên xwe kul û derd û zordariya li ser miletê xwe vedigton. + +Ne heps û ne jî sîtemkariya welatên dagîrkerên Kurdistanê nikarîbûn dengê wî birbirin. Mihemed Şêxo stranên xwe yên herî xweş û watedar di nava zindanê de gotine û ji ber ku dilsozê huner û doza miletê xwe bû, ew ji hunermendan re bûye mînak û bi dehan hunermendên Kurd heta vê gavê jî bi stran û awazan wî zindî dihêlin. + +Bilibilê xemgîn Mihemed Şêxo di navbera salên 1969 heta 1972yan dest bi xwendina akadîmî ya muzîkê kir û bi çend hevalên xwe re Koma Serkeftin ava kir. Kesên akadîmî û pisporên muzîkê yên hunera wî şopandine û li stran û awazên wî guhdar kirine, dibêjin divê hunera ku Mihemed Şêxo li pey xwe hiştiye di peymangeh û dibistanên muzîkê de bê xwendin. + +Bavê Felek mîna gelek hunermendên Kurd di hunera xwe de hertim daxwaza mafên gelê Kurd dikir û berî ku koça dawî bike, bi stranekê xwest xatirê xwe ji vê diniyayê bixwaze û dilê bi deh hezaran hezkiriyên xwe xemgîn kir, lê ji wan xwest di her adarekê de wî şiyar bikin daku dilê wan şên û geş bike. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) de nakokî li ser kar û siyaseta sekreterê partiyê Mihyedîn Şêx Alî derketin holê. Şêx Alî bi wê yekê tê tometbarkirin ku berûvajî siyaset û xeta partiyê kar dike û berê partiyê ber bi cihekî ve dibe ku li dijî berjewendiya gelê Kurd li Sûriyê ye. + +Ev nakokî bi belavbûna bangewazekê bi navê desteya serkirdatiya PYDKSê aşkere bûn û tê de hatiye gotin ku ";hinek hevalên wan di desteya serkirdatiyê de, û ji wan sekreterê partiyê, ji dema ku kongreya heftem a partiyê berî salekê hatiye lidarxistin û heta niha de, sîstema navxweyî û programa siyasî ya patrtiyê binpê dikin";. + +Desteya serkirdatiyê diyar kir ku ";helwestên sekreterê partiyê ligel rêbaza siyasî û programa partiyê û herwiha biryarên kongreyê naguncin";. + +Di bangewaziyê de sekreterê PYDKSê Mihyedîn Şêx Alî bi wê yekê tê tometbarkirin ku ";berê partiyê ber bi cihekî ve dibe ku li dijî siyaseta partiyê û berjewendiya gelê Kurd li Sûriyê ye û herwiha ew biryarên rêkxistinî û siyasî bi tena serê xwe derdixe";. + +Desteya serkirdatiya PYDKSê herwiha got ";Sekreterê partiyê erk û karên xwe yên rêkxistinî û partîtiyê piştguh dike û bêy ti hincetekê di civînên desteya serkirdatiyê de amade nabe";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di rojên 6 û 7 û 8ê adarê de serkirdatiya PYDKSê civîna xwe ya asayî li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xistibû, lê sekreterê partiyê Mihyedîn Şêx Alî û 2 nedamên serkirdatiyê yên ji Efrînê tevlî wê civînê nebûn. + +Di civînê de nakokî li ser kar û siyasetên sekreterê partiyê derketin holê û di encam de 3 endamên serkirdatiyê ji civînê vekişiyan. + +Endamê serkirdatiya PYDKSê Kameran Hac Edbo ku yek ji wan kesên ku ji wê civînê vekişiyabûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Beşek ji desteya serkirdatiyê bi naveroka vê bangewaziyê re ne";. + +Hac Edbo herwiha got ";Piştî em vekişiyan, serkirdatiyê biryar da lêpirsîn ligel sekreterê partiyê bê kirin";. + +PYDKê ku bi navê el-Wihde tê naskirin, di sala 1993yan de bi serokatiya Îsmaîl Omer ê koçkirî hat avakirin û ew di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) endam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina 3 kesan derxist ku di dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî de hatine tometbarkirin û berî niha hatibûn azadkirin. + +Parêzerê dosyeya Kawe Germiyanî, Kawe Letîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryara girtina wan 3 kesan li ser doza malbata Kawe Germiyanî ye. + +Letîf diyar kir ku ew 3 kes di şeva kuştina Kawe Germiyanî de li nav bajarê Kelarê bûn û kilaşinkof ligel wan bû û li gor lêkolînên asayişê wê şevê teqe ji çekên wan hatiye kirin, lewra ew hatibûn girtin, lê asayişê bêy ku li dadgehê vegere ew azad kiribûn. + +Letîf herwiha got ";Îro malbata Kawe Germiyanî dozek li ser her sê kesan vekir û dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina wan derxist";. + +Bi van 3 kesan, hejmara kesên ku di dosyeyê de biryara girtina wan derketiye digihe 5 kesan. Yek ji wan endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî ye û yê din rêveberê gihandina xetên elektrîka Germiyanê Zaxo Ehmed e, lê navê her sê kesên din nehatine aşkerekirin. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşkê taybet ê serokomarê Iraqê Celal Talebanî ragihand ku tenduristiya Talebanî başe û baştir dibe. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), parêzgarê Kerkûkê û bijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Necmedîn Kerîm got ";Tenduristiya Talebanî gelek başe û ber bi baştir ve diçe";. + +Kerîm aşkere kir ku ew rojên 7 û 8ê vê meha adarê li Almanya ligel serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî bû. + +Celal Talebanî yê 81 salî, şeva 17/12/2012 li Bexdayê rastî celteya mêjî hat û roja 20/12/2012 di bin çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet de ew rakirin nexweşaxneyek Almanya û heta niha li wir tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di 12ê adara 2004an de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. + +Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. + +Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna ku duh li nav avahiya şaredariya bajarê Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jiyana xwe ji dest da. Îro jî cenazeyên her neh kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan li Qamişlo bi xakê hatin spartin. + +Duh piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî PYDê ye û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest û nêzîkî 20 kesan birîndar bûn. + +Îro serê sibehê zû birîndarekî teqînê bi navê Elî Xelef ji giraniya birînên wî Ii nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyên her 9 kesan îro bi merasîmekê bi amadebûna nûnerên PYDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û bi hezaran xelêk Qamişlo, li goristana ";Şehîd Delîl Sarûxan"; li bajêr bi xakê hatin spartin. + +Alîgirên ENKSê û rêxistinên ciwnanan ku li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûbûn tevlî merasîmên bi xak spartina her neh kesan bûn û bi hev re çûne goristanê. + +Li gor daxuyaniya rêveberiya giştî ya asayişa PYDê, ";çekdarên êrîşî avahiya şaredariyê kirine misrî, tûnisî û siûdî ne û 4 ji wan di teqînê de hatin kuştin û 3 jî hatine girtin";. + +Efrîn (Rûdaw)- Şeva borî dora saet 11 bi dema Rojavayê Kurdistanê, rokêtek li nêzîk gundê Qorta yê girêdayî nahiyeya Bilbilê li herêma Efrînê ket. + +Şahidekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqîna rokêtê de hinek ziyanên madî gihiştine zeviyeke darên zeytûnan ku derdora 100 dar hatine têkçûn û camên malekê jî şikestine, lê ti ziyanên canî tine ne. + +Li gorî heman şahidî, çavkaniya vê rokêta ku 15 km ji sînorê di navbera Rojava Bakurê Kurdistanê ketiye, nediyar e. + +Şahidê bûyerê diyar kir ku hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî teqînê gihiştin cihê bûyerê û dever dorpêç kirin. + +Şahid herwiha got ku teqîn gelekî bihêz bû kûrahiya korta teqînê nêzîkî 6 mitran û ferehiya wê nêzîkî 15 mitran bû lewra tê texmînkirin ku rokêt ji corê Skod be û çavkaniya wê jî hêzên rejîma Sûriyê bin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Artêşa Iraqê toneleke çekdaran ku di navbera Iraq û Sûriyê de li rojavayê parêzgeha Enbarê hatibû kolandin, têk bir. + +Li gor medyaya iraqî, helîkopterên artêşa Artêşa Iraqê li rojavayê Enbarê tonelek di navbera Iraq û Sûriyê de ku ji aliyê çekdaran ve dihat bikaranîn û derbasî Sûriyê dibûn, têk bir. + +Çavkaniyek ji Artêşa Iraqê got ku dirêjbûna toneklê 3.5 km bû, piştî ku helîkopterek ji artêşê cihê wê tonelê destnîşan kir, rasterast ew û xaniyekî din ji axê li nêzîk tonelê têk birin. + +Her du aliyên şer li Sûriyê hevdû gunehbar dikin bi wergirtina alîkarî û piştevaniyê ji welatên derve. + +Rêjîma Sûriyê dibêje ku opozîsyon piştgiriya Erebistana Siûdî û Qeterê werdigire û opozîsyon jî dibêje ku rejîm alîkarî û piştgiriyê ji Rûsya û Îran werdigre ligel hevkariya Hizbullahê Libnanê û lîwaya Ebû el-Fedil el-Ebbas ya iraqî ku li kêleka rejîma Sûriyê şerê Artêşa Azad dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê desteya kargirî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mele Bextiyar ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dixwest avahiya polîtburoya YNKê li Silêmaniyê biteqîne. + +Mele Bextiyar di korek giştî de behsa metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê kir û got: ";DAÎŞê dixwest di rêya loriyeke bombekirî re baregeha polîtburoya YNKê li Silêmaniyê biteqîne."; + +Herwiha Mele Bextiyar aşkere kir ku li gorî zaniyariyên dezgehên ewlekariyê li Iraqê ";Hejmara endamên DAÎŞê li Iraqê 25 hezar kese, ev rêxistin gefeke li ser Iraqê û pêwîste Herêma Kurdistanê jî heydarê."; + +Ji aliyekî din ve û li gor nûçeyeke PUKmedia, berpirsekî ewlekarî aşkere jî kir ku berî niha emîrê wê grûpa ku dixwesr baregeha YNKê biteqîne berî niha li Silêmaniyê hatibp girtin ";Li gorî itîrafatên wî emîrî armanaca wan ne tenê baregeha polîtbûroya YNKê li Silêmaniyê bû lê wan dixwest êrîşî avahiya asayişa Silêmaniyê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û li şûna wergirtina wezareta navxwe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pakêteke nû pêşkêşî Tevgera Gorranê kiriye. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pakêta nû ya PDKê bo Gorranê ji van postan pêk tê: + +Wekîlê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, alîkarî Serokê Herêma Kurdistanê bo kar û barên leşkerî û rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê. + +Her li gorî zaniyariyên Rûdawê, heta niha Tevgera Gorranê ev pakêta nû red nekiriye, lê ji aliyê din ve bi awayekî fermî bersiva PDKê li ser vê pakêtê jî nedaye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di 12ê adara sala 2004an de bi dehê hezaran xwepêşanderên Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daketin cade û kolanên bajêr, lê ew rastî guleyên hêzên ewlekariya Sûriyê hatine û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, herwiha bi sedan kes birîndarbûn û bi hezaran hatin girtin. + +Her sal gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12ê Adarê û kesên ku di encam de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. + +Koçber serhildana 12ê Adarê ku li bajarê Qamişlo destpêkir û pişt re xwepêşandan li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û herwiha li taxên Kurdan li Heleb û Şamê belav bûn, tênin bîra xwe. + +koçberên Rojava yên ku li kampên başûrê kurdistanê de dimînin, dibêjin ku serhildana 12ê adarê û kesên ku jiyana xwe ji dest dan, jibîr nakin. + +Serhildana 12ê adarê ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve, bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jinek û çend zarok hebûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Li bajarê Hewlêrê jineke temen 22 salî di mala birayê wê de hat kuştin. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdilkerîm derbarê vê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro, 12.03.2014, demjimêr 8:30ê êvarî bi dema Hewlêrê, zaniyarî gihîştine me ku bûyereke kuştinê li taxa Şehîdên Sêtaqan li Hewlêrên çêbûye."; + +Herwiha Karwan Ebdilkerîm got: ";Pişît ku hêzên polîs gihîştine cihê bûyerê, aşkere bû ku jineke temen 22 salî bi navê (G.N.M) bi çar guleyan hatiye gulebaran kirin û jiyana xwe jidest dabû."; + +Rîveberê ragihandina polîsên Hewlêrê amaje kir ku termê (G.N.M) li mala birayê wê hatiye dîtin û şûna çar guleyan di laşê wê de xuyabû. + +Herwiha aşkere kir ku wê jinê proseya hevjîniyê pêk anîbû û mala wê ne li Hewlêrê bû û ";Termê wê ji bo pizîşkê dadwerî hat şandin."; + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Dêrsîm du roj û du şev e ji bo Berkîn Elvan tevlihev bûye. Bûyer û aloziyên ku roja sêşemê derketibûn, duh bi şev jî bi germ û gurrî berdewam dike. + +Di dema bûyerên ku di navbera xwepêşander û polîsan de qewimîn de polîs bi navê Ahmet Kuçuktag ji ber zêdebûna gaza firmiskrêj qeyrana dil derbas kir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Serbijîşkê nexweşxaneya dewletê ya Dêrsîmê daxuyand ku digel hewldana bijîşkan a 3 saetî, lê wan nikarîbûne polîsê navborî rizgar bikin. + +Hat diyarkirin ku bi awayekî misoger sedema mirina polîsê jiyana xwe ji dest da, dê piştî otopsiyê zelal bibe. + +Berkîn Elvan bi qalikê bombeya gazê ya polîsan birîndar bibû û piştî 269 rojan di komayê de ma û roja sêşemê serê sibê jiyana xwe ji dest da. + +Bi bihîstina mirina wî re li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Yek ji cihê ku bi bihîstina mirina Berkîn Elvan re bi xwepêşandan û çalakiyan aloz bûye Dêrsîm e. + +Duh bi şev jî li navenda Dêrsîmê girseya ku li kolana Hunerê dest bi çalakiyê kir heta Meydana Seyîd Riza meşiya ji vir jî çûn ajotin ser ";Qereqola Polîsan a Şehîd Nahît";. + +Piştî çalakvanan kevir û fîşengên hewayî li qereqol û wesayîtên zirpoş wer kirin, polîsan jî bi ava şidiyayî û bombeyên gazê mudaxeleyê xwepêşanderan kir. + +Alozî û bûyerên ku bi taybetî li ser kolana Cûmhûriyetê û li kolan û kuçeyên derdorê gurtir bûn, ta derengiya şevê berdewam kir. + + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, duh alozî di navbera şervanên YPGê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê derket. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, alozî li nêzîk Nanpêja Rojava ya Qamişlo ku di destê çekdarên alîgirên rejîmê yên girêdayî Mihemed el-Faris de ye derket û di encam de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest da. + +Sedemên derketina wê aloziyê heta niha nediyarin, lê ew alozî piştî rojekê ji teqîna avahiya şaredariya Qamişlo ya PYDê tê ku di encam de 9 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, di aloziyê de ku heta derengiya şevê berdewam bû, şervanên YPGê û çekdarên alîgirên rejîmê çekên giran li dijî hev bi kar anîn. + +Heta niha sedema sereke ya wî şerî nediyare, lê tê gotin ku YPGê xwestiye Nanpêja Rojava ji destê çekdaran derxîne û têxe bin kontrola xwe. + +Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye, di bin kontrola rejîmê de ye, lê belê YPGê li taxên Kurdan, çekdarên alîgirên rejîmê li taxên Ereban û çekdarên suryanî li taxên Xristyanan belav dibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Yekîtiya Ewropa (YE) kir ku alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin bike. + +Nêçîrvan Barzanî duh pêşwaziya şandeke YEyê kir ku ji komsyara bilind a YEyê ji bo alîkariyên navdewletî û mirovî Cristalina Georgieva û balyoza YEyê li Iraqê pêk dihat. + +Şanda YEyê sedema serdana xwe da xuyakirin ku ew jî ji bo ji nêzîk de agehdarî rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Başûrê Kurdistan û Iraqê bibin. + +Şanda YEyê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi hawara koçberan de çûye û alîkariya wan dike. + +Herwiha tekîd kir ku YEyê wê hewl bide ku koçberên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê sûd ji wan alîkariyan werbigirin ku ji aliyê civaka navdewletî ve ji penabrên Sûriyê re tên pêşkêşkirin. + +Li hembe vê yekê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor karînên xwe wê li ser alîkarîkirina koçberan berdewam bibe. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji YEyê kir ku zêdetir alîkariya koçberan bikin. + +Amed (Rûdaw)- Li navçeyên Rezan û Sûrê yên bajarê Amedê bi tevlêbûna sedan kes agirê Newrozê geş bû. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, rêxistina Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) li taxa 5ê Nîsanê ya navçeya Rezan di çarçoveya pîrozbahiya cejna Newrozê de agirê Newrozê geş kir. + +Di çalakiyê de di sedan kes li hev kom bûn di nave de parlamentera BDPê ya Amedê Nursel Aydogan, namzetên hevserokatiya Şaredariya Rezan Eşref Guler û Birsen Kaya Aka hebûn. + +Şahiya Newrozê li taxa 5ê Nîsanê bi govend û stranan bi dawî bû. + +Herwiha li taxa Hasirli ya navçeya Sûrê ya Amadê jî gelek hemwelatî li ber Komeleya Welatiyên Azad li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. + +Namzetên hevserokatiya Şaredariya Sûrê Fatma Şik Barut û Seyit Narin jî tevlî şahiyê bûn. Li vir jî pîrozbahî bi govend û stranan bi dawî bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê jineke omrekar a Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdiyê koça dawî kir. + +Rêveberê ragihandina wezareta ewqaf û karûbarên olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro pêncşemê omrekarek din a Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke mir. + +Ew omrekara 65 salî navê wê Hewrî Ebdullah Reşîd e û xelkê bajarokê Herîrê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku malbata wê jinê razî bûye ku cenazeyê wê li bajarê Mekke bi xakê bê spartin. + +Li gor heman daxuyaniyê, ev omrekara çarem a Başûrê Kurdistanê ye ku di mersîma omre de dimire. + +Neqişbendî diyar kir ku ji destpêka werzê more yê îsal de û heta niha zêdetirî 18 hezar kes ji Başûrê Kurdistabê di rêya balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê re qesta omreyê kirin. + +Çewlik (Rûdaw)- Encûmena Şaredariya Çewlikê qebûl nekir ku navên cade û kolanan bên kirin, lê tevî vê yekê nav hatin guhertin. + +Endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên encûmena Şaredariya Çewlikê ji bo guhertina navên deverên bajêr pêşniyarqanûnek dabûn encûmenê. + +li gor nûçeya DÎHAyê, di civîna taybet bi gotûbêjkirina wê pêşniyarqanûnê de endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pêşniyarqanûn boykot kirin û şaredarê Çewlikê yê ji Partiya Saadetê (SP) Sedat Atalay jî got ku ";Êdî yê nû bê hilbijartin wê lê binêre";. + +Tevî vê yekê jî, rêxistina BDPê ya Çewlikê li tax û cadeyan navên Beddîuzaman Saîdê Nursî, Şêx Saîd, Seyid Riza bi pankartan daliqandin. + +Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever got ";Hevalên me yên BDYê pêşniyarqanûn dan, lê mixabin ji aliyê AKP û SPê ve hat redkirin. Lewma bêy em li benda piştî hilbijartinan bin me navên ku me dixwestin li tax û caddeyan bi pankartan daliqand. Gelê me bi vê yekê pir kêfxweş e";. + +Navên nû yên tax û caddeyan wiha ne: + +-Navê qada birca saet bû Meydana Şêx Saîd + +-Navê Taxa Saray bû Şêx Abdullahê Melekan + +-Navê Taxa Nû bû Şêx Şerîf + +-Navê Taxa Yenîşehîr bû Seyid Riza + +-Navê Taxa Yeşîlyurt Cibranli bû Halît Bey + +-Navê Caddeya Fevzî bû Mezra Fakî + +-Navê Taxa Kaleonu bû Sîmanî + +-Navê Taxa Şehît Mustafa Gundogdu bû Zaza Yado + +-Navê cadeya Oguzhan bû Şêx Alî Palûyî + +-Navê cadeya Genç jî bû Beddîuzaman Saîdê Kurdî + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Tevgera Gorran di Parlamentoya Iraqê de aşkere kir ku heta niha bersiva Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê pêşnyarên Gorran de bi awayekî negihiştiye wan. + +PDKê pakêteke nû daye Tevgera Gorran ji bo ku dest ji posta wezîrê navxwe berde. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pakêta nû ya PDKê ji bo Gorranê ji van postan pêk tê: + +Wekîlê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, alîkarî serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî û rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê. + +Derbarê vê yekê de parlamenterê Gorranê Şoreş Hacî ji Rûdawê re ragihand ";Wek Tevgera Gorran me pêşnyar û sînaryoyên xwe dane PDKê û heta niha me bersiv bi awayekî fermî wernegirtiye";. + +Şoreş Hacî herwiha got ";Ji ber ku bersiveke fermî negihiştiye me, em nikarin li ser vê pirsê biaxifin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Di çarçoveya civîna xwe ya ligel şandeke Helebce de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Îro nîvro şandeke Helebce serdana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kir bi mebesta gotûbêjkirina awayê biparêzgehkirina Helebce. + +Şand ji qayimeqamê Helebce Goran Edhem, serokê Şaredariya Helebce û nûnerên aliyên siyasî û mamostayên olî pêk tê. + +Berî niha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexdayê nemîne û karên biparêzgehkirina Helebce destpêbike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Birîndareke din a teqîna ku roja sêşemê li nav avahiya şaredariya bajarê Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çêbûbû îro jiyana xwe ji dest da. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, birîndareke din a teqîna Qamişlo bi navê Rewşen Mihemed Zekî Sarîk a 19 salî ji ber giraniya birînên wê îro sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Bi vê yekê jî hejmara kesên ku di teqîna avahiya şaredariya PYDê de li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan gihişte 10 kesan. + +Roj sêşemê piştî nîvro grûpeke çekdarên DAÎŞê êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî PYDê ye kirin û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest û nêzîkî 20 kesan birîndar bûn. + +Duh jî cenazeyên her 9 kesan bi merasîmekê bi amadebûna nûnerên PYDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê bi hezaran xelkê Qamişlo li goristana ";Şehîd Delîl Sarûxan"; li bajêr bi xakê hatin spartin. + +Alîgirên ENKSê û rêxistinên ciwnanan ku li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûbûn tevlî merasîmên bi xak spartina her neh kesan bûn û bi hev re çûne goristanê. + +Di merasîma bixakspartina her neh kesan de, gelek gotar ji aliyê malbatên wan û berpirsên kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, hatin xwendin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe mûçeya meha sibatê ji fermanberên xwe re peyda kiriye. + +Nêçîrvan Barzanî di kongreya rojnamevaniyê ya taybet bi îmzekirina biryara biparêzgehkirina Helebce de got ";Mûçeya fermanberan û jiyara hemwelatiyan wê nebe mijara gotûbêj û danûstandinên me ligel Bexdayê";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Ji bo mûçeya meha sibatê me pişta xwe bi xwe girêdaye û ji bo mûçeya adarê jî emê li benda Bexdayê nemînin";. + +Amed (Rûdaw) – Komîteya Amadekar a Newroza îsal a Amedê, navên mêvanên Newroza îsal a bajarê Amedê eşkere kir. Di nav mêvanan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heye lê tê gotin hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroza Amedê nehatiye vexwendin. + + Komîteya Amadekirina Newrozê derbarê bernameya roja 21ê Adarê Newroza Amedê de, li hotêa Lîlûzê ya Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîteya Amadekirina Newrozê û nûnerên rêxistinên sîvîl ên civakî tevlî civînê bûn. + +Li salona konferansê ya hotêlê, pankartên tirkî-kurdî yên "Newroz Pîroz be" û "Rêberiya azad, Kurdistana azad" hat daliqandin. Piştî taştê li ser navê Komîteya Amadekirina Newrozê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û balkişand ser berxwedana Geziyê û ciwanê bi navê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîs ve bi kapsûla bombeya gazê ji serê xwe de birîndar bibû û piştî 269 rojan di komayê de pêr jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. + +Zumrut anî ziman ku pêvajoya ku bi Newroza 2013'an destpêkir û dê bi Newroza 2014'an bigihêje fînalê. + + Piştî axaftina Zumrut, endamê Komîteya Amadekirina Newrozê û Berdevkî KESK'ê yê Berê Veysel Ozhektî daxuyanî da û diyar kir ku Newroz di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya cejna berxwedan û azadiyê û wiha got: "Gelê kurd hêza berxwedanê ji agirê Newrozê digire û gelê kurd di Newrozê de dest bi serdemek nû ya têkoşînê kir. Rêberê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin lê ji ber ku zagon û gavek demokratîk nehat avêtin pêvajo pêşve neçû."; + +Ozhektî, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye û wiha got: "Dê di Newroza 2014'an de daxwaza gelê me ya bingehîn azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî be û Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad be. Em weke hevparên KCD'ê ji bo yekitiya netewî bi rûhê berxwedan û azadiyê ji bo dîrokê ji nû ve binivisîne hemû gelê xwe vedixûnin Newroza Amedê." + +Kesên ku hatine vexwedin + +Kesên ku ji Rojava û Herêma Kurdistanê hatine hatine vexwedin wiha ne: Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asiya Ebdullah, Serokê Giştî yê Hizbî Zahmetkeşan Belên Ebdullah, Serokê Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, li ser navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih, Serokê berê Parlamentoya Kurdistanê Ersalan Bayîz, Serokê Giştî yê Hizbî Ayende ya Kurdistan Qadir Ezîz, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Rêxerê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, li ser navê Bizutinewey Îslami li Kurdistan Osman Ebdulezîz, Hevserokê Gişti yê PYD'ê Salih Muslîm, li ser navê YNK'ê hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed. + + Ji Ewropayê heta Afrîqayê seferberiya Newrozê + +Ji alîyê din ve jî dê mêvanên ku ji Ewropayê û Efrîqayê bê wiha ne: "Siyasetmedarên partiyên başurê kurdistanê û rewşenbîr û hûnermend. Wezîrên Katonên Rojava, BASK û Siyasetmedarên partiyên Katalonyayê ( AMAÎUR, GEROA BAÎ, Aralar), Ji Serokatiya Senatoya Bolîvyayê Şandeya Parlementeran ya ji 5 kesên pêktê, Şandeya Partiya Çep ya Ewrupa, Akademîsyênên ji Belçîka, Elmanya û Afriqaya Başur, Ji Îtalyayê rêveberiyên herêmî, Sendiqa, Saziyên sîvîl ên civakî, 5 şandeyên rojnamevanan, Rêxistinên Piştevanî û Dostanî ya Firansayê, Şandeyên Rêxistinên Jinan ên Ewrupa, Şandeyên Rêxistinên Ciwanan ên Ewrupa, Endamên Parlementoyên Ewrupa, Şaredar û Parlementerên Netewî û yê Eyaletan yên Ewrûpa, Hiqûqnasên Navnetewî û nûnerên rêxistinên rojnamevanan." + +Ji aliyekî din, li gorî medyaya Tirkiyê ku li ser zarê hevseroka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut hatiye ragihandin, hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroz Amedê nehatiye vexwendin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku bi fermî biryara biparêzgehbûna bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat îmzekirin, partî û aliyên siyasî û sivîl piştgiriya vê biryarê kirin. + +Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, li ser biparêzgehkirina Helebcê de ji Rûdawê re got, em piştevaniya vê biryarê dikin ji ber ku ev daxwaziyeke me jî bû, emê her dem pişta daxwaziyên xelkê Helebcê bigirin. + +Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û got, divê em deyinên Helebcê bidin, Helebce niha bûye wîjdana xelkê Kurdistanê û di cîhanê de nasnameya gelê Kurdistanê ye û şahideke zindî ye bo mezlûmbûna gelê kurd. + +Li gorî Êminkî, divê hîn zêdetir xizmeta xelkê Helebcê bê kirin û biryara biparêzgehkirina wî bajarî jî dê bibe destpêek bo zêdetir xizmetkirina xelkê wê deverê. + +Serokê Encumena Serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Reûf, jî biparêzgehkirina Helebcê ji Rûdawê re nirxand û got, em spasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin bo vê biryarê û hem hêvîdar in ev dilxweşiya xelkê Helebcê bidome û erkên me yên li hember Helebcê êdî girantir dibe. + +Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorranê Ako Heme Kerîm jî, helwesta tevgera xwe li ser biparêzgehkirina Helebcê ji Rûdawê re anî ziman û got, me her dem piştevaniya daxwaziyên xelkê Helebcê kiriye û em pişta biparêzgehkirina Helebcê jî dikin. + +Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm jî piştevaniya partiya xwe bo biparêzgehkirina Helebcê da xuyakirin û got, em hêvîdar in serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêyên qanûnî tevbigere da ku ev jî nebe pirsgirêk din di navbera Hewlêr û Bexdayê. + +Berdevkê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Ebdullah Wertê jî piştevaniya partiya xwe li hember vê biryarê nîşan da û got, em hêvîdar in hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê dernekeve. + +Kirmanşan (Rûdaw)- ";Nan Birincî"; diyariyeke navdear ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, şêrîniyek taybete ku bi gotina xelkê wê deverê her kesê ku bixwe ji bîr nake û her kes serdana Kirmanşanê bike û ";Nan Birincî"; ligel xwe nebe, wek ku serdana Kirmaşanê nekiriye. + +Dîroka ";Nan Birincî"; vedigere 150 salî berî niha, bi sedema ketina Kirmaşanê li ser Rêya Hevrîşimê, Kerbela û Necef, berdewam hatin û çûneke zêde lê heye, lewma xelkê wî bajarî hizra wê yekê kirin ku diyariyeke taybet bi xwe çêbikin ku di demeke kurt de têk neçe. + +";Nan Birincî"; ji ardê birinc, ardê genim, hêk, şekir û çend kerestên din pêk tê. Kesên ku ";Nan Birincî"; çêdikin, yasaya wan ya tabet û nenivîskî heye li ser çawaniya çêkirina vê sêrîniyê. + +Niha ";Nan Birincî"; navûdengeke wê yan mezin heye û bûye pênaseyeke bajêr ji aliyê geştiyaran ve, li bajarên din ên Îranê û hin bazarên Ewropa û Asyayî jî ew şêrînî tê firotin. + +Di heftemîn civîna giştî ya encûmena tomarkirinaberhemên meinewî li Êranê de, ";Nan Birincî"; wek berhemek netewî ya wî welatî hatiye tomar kirin. + +Herwiha berovajî corên din ên şêrîniyan, ";Nan Birincî"; nahêle xelk bi nexweşiyên şekir û dil bikeve, ji ber ku rêjeya şekir tê de gellek kêm e û bi sedema pêkhatina di nav de, ew rêjeya kêm ya şekir jî winda dibe. + +Eger mirov bixwaze ";Nan Birincî"; bixwe, pêwîste ligel wê avê li cem xwe deyne, eger wiha nebe wek ku Kirmanşanî dibêjin ";Eger ti bixwazî kesekî bixeniqînî Nan Birincî bê av bidê."; + + +Qamişlo (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ragihand ku wan 7 leşkerên rêjîmê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kuştin û 10ê din jî bi dîl girtine. + +Duh, 12.03.2014, li nêzîk Nanpêjiya Rojava ya Qamişlo ku di destê çekdarên alîgirên rejîmê yên girêdayî Mihemed el-Faris de ye, şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên alîgirên rêjîma Sûriyê de derketibû û di encam de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest dabû. + +Îro, 13.03.2014, Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG'ê diyar kir ku şervanên wan duh danê êvarî operasyonek li dijî navendên rêjîmê û ";pêxwasên"; wê pêk anî de 7 leşkerên rêjîmê hatine kuştin û 10 jî bi dîl hatine girtin. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, hêzên wan avahiya gumrikê ya li Taxa Qudurbegê ku wekî bargeha leşkerî dihate bikaranîn, her wiha Nanpêjiya taxa Xerbî ku alîgirên rêjîmê wekî navend ji xwe re bikar dianîn û ji wir êrîşî welatiyan dikirin, hatine bidestxistin. + +Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê di dema operasyonê de rastî dewriyeyeke rêjîmê hatiye û şer û pevçûn derketiye û di encamê de hin leşker bi awayekî birîndarî hatine girtin. + +Herwiha YPGê aşkere kir ku şervanên wan di vê operasyonê de karîn dest danin ser 3 êlekên ji pola, 48 kelaşnîkof, 2 demançe, 11 tirimpêlên leşkerî û gellek çebilxaneyan."; + +Hêjayê gotinê ye ku berî niha YPGê di daxuyaniyekê de eagihandibû ku wan hemû karên xwe yên leşkerî û operasyonên xwe li Rojavayê Kurdistanê û seranserê Sûriyê rawestandine, lê ";Mafê me yê bersivdana li hember her gef û êrîşekê heye."; + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku Iraq +mîna şirîkekê li Herêma Kurdistanê nanêre lê gelê Kurdistanê rê nade mîna +pêvekekî were dîtin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya +şandeke brîtanî ku ji berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakûr ê +wezareta derve ya Brîtanya Edward Okden û balyoz û konsulê wî welatî li Iraq û +Herêma Kurdistanê kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Edward Okden di +civînê de diyar diyar kir ku London di wê baweriyê de ye ku divê hemû aliyên +Iraqê di rêvebirina welêt de beşdar bibin û nabe ti aliyek were piştguhxistin +ji ber ku ev yek faktora serekî ya aramiya Iraqê ye. + +Wî rayedarê wezareta derve ya Brîtanya her wiha fikarên xwe li hember +zêdebûna gefên terorîstî li ser Iraqê û deverê anî ziman û got, divê hemû +aliyek li dijî terorê û êrişên terorîstî bibin yek. + +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku binpêkirina destûrê ji aliyê +hikûmeta Iraqê ve bûye sedema wê ku wateya dewletbûnê li Iraqê nemîne û +xizmetguzarî û asayişa xelkê neyê dabînkirin. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku Iraqa nû li ser bingeha şirîkatiyê hatiye +avakirin lê Bexda vê yekê binpê dike û mîna şirîkekê li Herêma Kurdistanê +nanêre lê gelê Kurdistanê êdî rê nadin ku mîna pêvekekî li wan were mêzekirin. + + Normal + 0 + + + + + false + false + false + + EN-US + X-NONE + AR-SA + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + /* Style Definitions */ + table.MsoNormalTable + {mso-style-name:"Table Normal"; + mso-tstyle-rowband-size:0; + mso-tstyle-colband-size:0; + mso-style-noshow:yes; + mso-style-priority:99; + mso-style-parent:""; + mso-padding-alt:0in 5.4pt 0in 5.4pt; + mso-para-margin-top:0in; + mso-para-margin-right:0in; + mso-para-margin-bottom:8.0pt; + mso-para-margin-left:0in; + line-height:107%; + mso-pagination:widow-orphan; + font-size:11.0pt; + font-family:"Calibri","sans-serif"; + mso-ascii-font-family:Calibri; + mso-ascii-theme-font:minor-latin; + mso-hansi-font-family:Calibri; + mso-hansi-theme-font:minor-latin; + mso-bidi-font-family:Arial; + mso-bidi-theme-font:minor-bidi;} + + +Riha (Rûdaw) – Şandek ji Kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ";li ser daxwaza Enqerê"; û bi mebesta hevdîtinên ";fermî"; çû Tirkiyê. Hat gotin şanda Kobanî dê bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re jî bicive. + +Îro (13.03.2014) şandeke Kantona Kobanî ku 6 kesan pêk tê, ji deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Sirûca Rihayê re derbasî Bakûrê Kurdistanê bû û ji aliyê rayedarên bajar û berpirsên BDPê ve hat pêşwazîkirin. + +Şanda Kantona Kobanî ku ji berpirsê pêwendiyên derve yê Kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo, berpirsê alîkariyên mirovî Silêman Xelîl, seroka meclisa Kobanî Faîze Ebdî, serokê dîwana karûbarên gihandin û trfaîkê Hemze Mihemed, hevserokê dîwana dadê Nîhad Ehmed û serokê dîwana gumrik û karûbarên hundir Imer Mehdalî pêk dihat, destpêkê bi şaredarê Sirûcê re rûniştin û paşê bi qaymeqamê bajêr Ebdullah Çiftçî re civiyan. + +Îbrahîm Kurdo, li ser mebesta serdana şanda Kantona Kobanî ya Tirkiyê axivî û ragihand, ew li ser daxwaza fermî ya Tirkiyê û bo hevdîtinên fermî hatine Tirkiyê. + +Kurdo anî ziman ku ji deriyê sînorî yê Kobanî re bi fermî derbas bûne û wiha got: ";Ev tiştekî girîng e. Em bi mebesta xurtkirina pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re û çareserkirina pirsgirêkên xwe hatine Tirkiyê. Emê li ser vekirina deriyê Kobanî bo bazirganiyê û hinek mijarên din bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin."; + +Wî rayedarê Kantona Kobanî da zanîn, piştî hevdîtina bi waliyê Rihayê re dê li Enqerê bi rayedarên wezareta derve ya Tirkiyê re jî rûnên. + +Ormiye (Rûdaw) - Piştî ku hêzên Întizamî yên Îranê (hêzên polîs) li parêzgeha Ormiyê tabela û navên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan anîn xwarê, Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê nerazîbûn nîşan da. +Çend rojan berî niha tevî daxistina tabelayên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan li bajarê Ormiyê, xwediyên wan hatin agehdarkirin ku divê ew tabelayên bi zimanê Farsî yan jî Azerî bên nivîsandin, ji bilî vê yekê dê rastî ceza û hukmê dadê bên. +Navneda Kurmanc di daxuyaniyekê de ew kiryar bi êrîşa li ser mirovatiyê û karekî dagîrkerane li hember welatiyên Kurd daye zanîn. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dewleta Îranê tenê di dema hilbijartinan de Kurdan bi Îranî dizane û piştre weke ";cudaxwaz û xiyanetkar"; binav dike. +Daxuyaniya Navneda Kurmanc pirs dike, ew mafê ku dewletê bixwe daye çawa dibe Kurd lê bêpar bimînin û ew sozên rayedarên dewletê ji bo azadiya zimanên ji bilî Farsî çi pê hatin? +Navenda kurmanc daxwazê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dike ku wê pirsê bişopîne, ji ber ku her pêşhatek li pey wê kiryara hêzên Întizamî bê, berpirsatiya wê dikeve stûyê kesê yekem yê komara Îslamî Elî Xamneyî û Serokomar Hesen Rûhanî. +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, serokezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê hefteya bê serdana Tirkiyê bike û Serokwezîr û Wezîrê Derve yên wî welatî re hevdîtinê pêk bîne. +Jêderekî agahdar ji Rûdawê re got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja yekşema bê (16.03.2014) dê serdana bajarên Wanê yê Bakûrê Kurdistanê û Stenbolê yê Tirkiyê bike. +Li gorî agahiyên wî jêderî, Nêçîrvan Barzanî dê li Wanê bi Wezîrê Derve Ehmed Davûtogu û li Stenbolê jî bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtinê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku niha nêzîkî 250 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê, herwiha berî wan jî 220 hezar koçber ji bajarên Iraqê berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê, ji bilî 26 hezar malabatên Mesîhî ku ji bo parastina jiyana xwe reviyane Herêma Kurdistanê. + +Ev gotinên Barzanî di çarçoveya hevdîtinekê de hat ziman ku îro (13.03.2014) li Selahedînê, ligel Serokê Komîteya navdewletî ya Xaça Sor, Piter Maouir pêk hat. + +Serokê Herêma Kurdistanê di nav gotinên xwe de amaje kir ku hebûna penaberên zêde barekî giran xistiye ser milê Herêma Kurdistanê ";Lê me hevkariya wan bi erkê xwe yê mirovî û niştimanî zaniye."; + +Ji aliyê xwe Piter Maouir got: ";Ew hêsankarî û hevkariyên ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo encamdana çalakiyan tên pêşkêşkirin, bi taybetî serdana girtîgehan, em wek mînakeke pir baş didin zanîn û li ser vê yekê jî em destxoşiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin."; + +Navhatî amadeyiya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî anî ziman û ragihand, da her du alî hevdu temam bikin bi taybetî di warê bihevgihandina wan malbatên penaber ên ku bi sedema şer ji hev belav bûne û jihev dûrketine. + +Di himber de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew pêşwazî li pêşniyar û raspardeyên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dike ji bo rastkirina her kêmasiyeke ku hebe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm, ragihand ku wan biryar daye hemû aliyan bi taybet Tevgera Gorranê razî bikin ku beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibin. Parlamenterekî Gorranê li Parlamentoya Iraqê jî dibêje, heta niha PDKê bi fermî bersiva pêşniyarên Gorranê yên pêkanîna hikûmetê nedaye. + +Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm, roja 11ê vê mehê ji Rûdawê re gotibû, dê ";di nav 2 rojên bê"; de kabîneya nû ya hikûmetê were ragihandin. + +Îbrahîm, îro (13.03.2014) li ser wê daxuyaniya dîsa ji Rûdawê re axivî û got, tiştên ku min wê rojê gotibûn nêrîna PDKê li ser qonaxa pêkanîna hikûmetê ye çimkî li gorî me karûbarên pêkanîna hikûmetê gihîtiye dûmahîkê û tiştên ku mane tenê parvekirina post û meqaman e û divê di demek kurt de em encamên vê yekê bibînin. + +Berdevkê PDKê li ser pêşniyarên Tevgera Gorranê yên bo beşdarîkirina di hikûmetê de jî got, me hinek pêşniyar hazir kirine û em bawer dikin Gorran dê razî bibe. Me wisa hizir dikin ku Gorran dê razî bibe lê dîsa me biryar daye em hevalên Gorran û YNK û yên din razî bikin da ku hikûmetek niştimanî pêk îbnin ji ber ku vê yekê pir ajot. + +Li hember vê yekê, parlamenterê Gorranê li parlamentoya Iraqê Şoreş Hacî, ji Rûdawê re got, me pêşniyarên xwe dane PDKê lê heta niha wan bi fermî bersiva me nedane. + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê piştî şerekî giran di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û hêzên Artêşa Azad de li bajarokê Şiyûxê jorîn, duh bajarok bi temamî kete bin kontrola DAÎŞê. + +Ev çend rojên çekdarên DAÎŞê ya girêdayî rêxistina Qaîde ji navçeyên parêzgeha Reqayê yê di bin kontrola wan de êrîşî navçeyên I rojavayê Kobanî yên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê de dike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku li bajarokê Şiyûxê jorîn şer di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên opozîsyonê derket û di encam de ew bajarok bi temamî kete bin kontrola DAÎŞê. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku di wî şerî de bi dehan kes hatine kuştin û bi dehan birîndar jî hene. + +Li gor zanyariyên ku peymanêrê Rûdwê dane, bajarokê Şiyûxê Jêrîn hîn di bin kontrola hêzên Artêşa Azad de ye. + +Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Li başûrê herêma Kobanî jî, di encama şerê di navbera herdu aliyan de pira Qereqozaq a li ser çemê Firatê kete bin destê DAÎŞê. + +Herwiha hêzên Artêşa Azad ji navenda ceh û genim a li nêzkî bajarokê Sirînê vekşiyan û niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di wê navendê de ne û şer li dijî DAÎŞê berdewam dike. + +Herdu bajarokên Şiyûx û Sirîn ji aliyê rêveberî ve bi herêma Kobanî ve girêdayî ne, lê xelkê wan herdu bajarokan Ereb in + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmana Ermeniyên bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê dixweze kujerê Şeyda Hatemî were peydakirin. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyera Şeyda Hatemî de ku berî zêdetirî 2 heftiyan li odeya xwe ya razabê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye bi kuştî hat dîtin, derxist. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê daxwaz ji hikûmeta Îranê û berpirsên pêwendîdar li Urmiye kir ku dosyeya kuştina Şeyda bişopînin. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku belgeyên di dest wan de nîşan didin ku Şeyda hatiye kuştin û ji aliyê kî ve hatibe kuştin ew kes dibe radestî dadgehê were kirin. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê hişyarî da û got ";Eger kujerê Şeydayê neyê dîtin, wê rêxweşker be ji bo ku xwîna xwendekarên din jî bi taybetî yên kêmneteweyan li tevahiya Îranê rastî gefê bê";. + +Piştî ku termê Şeyda Hatemî bi kuştî di xewgehê de hat dîtin, ji bo şermezarkirina vê bûyerê û şopandina dosyeya wê gelek caran xwendekarên Urmiye çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin û tê de daxwaz kirin kujerê Şeydayê were dîtin û cezakirin. + +Şeyda Hatemî roja 1/3/2014 di odeya xwe ya razanê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye kuştî hat dîtin. + +Şeyda Hatemî 24 salî bû û ji gundê Noyê yê devera Mirgeverê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ku di 27ê sibatê de êrîşî gundê Til Meirûf ê girêdayî nahiyeya Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû û gelek gundî girtibûn, 5 girtî berdan. + +Di 27ê meha sibatê ya borî de çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Til Meirûfê kirin û tevî şewitnadin û teqandina mezarê şêxên Xeznewiyan û malên gundiyan herwiha zêdetirî 10 gundiyên sivîl girtin û pişt re ji gundê vekişiyan. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, duh 5 girtiyên din ên Til Meirûf ku di destê çekdarên DAÎŞê de bûn serbest hatin berdan. + +Navên kesên hatine azadkirin evin: Şêxmûs Cumaa Silo, Salih Cumaa Silo, Xelîl Cumaa Silo, Rifhet Ferhan Xelo û Ferhad Nesredîn Xelo. + +Her li gor heman çavkaniyê, niha bi tenê 3 girtiyên Til Meirûfê di destê çekdarên DAÎŞê de mane. + +Gundê Til Meirûf li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve û di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dawiya meha borî şandeke rêxistina çavdêriya mafên mirovan (Human Rights Watch) serdana kantona Cizîrê kir, ku niha di bin desthilata PYDê de ye. + +Rawêjkarê taybet yê Rêxistinê Frêd Ebrahams, ku yek ji endamên vê şandê bû, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, hokara serdana rêxistina xwe ji bo vê navçeyê zelal kir û got: "Ev derfetek bû da ku em bûyeran li ser zemînê bibînin û herwiha wan ligel wan berpirsên baskên siyasî û leşkerî, ango yên PYDê û YPGê ku damezrandina desthilateke otonom re mijûl in bicivin. + +Şanda HRW ku tenê serdana kantona Cizîrê kir, behsa aliyên pozetîv û negativ yên seredana xwe kirin. + +Li gor Ebrahams, "aliyê pozetîv ewe ku rewşa asayişî li bakurê rojhilat gellekî baştir e ji beşên din ên Sûriyê." + +Frêd Ebrahams derbarê aliyê negatîv de jî got ku ji aliyê rewşa mafên mirovan ve wan têbînî li ser çend kêşeyan kirine: "Yek ji kêşeyên PYDê gavavêtina ji grûpên leşkerî û serpêçî bo çarçoveyeke hukimdariyê ye ku nûneriya hemû welatiyan bike. + +Ev jî wateya wê rêzgirtin e ji bîr û nêrîna cuda re û rêdana çalakiya siyasî û medyayî ye." Ebraham dibêje ku "hêj azadî ji bo kar û çalakiya siyasî nîne." + +Derbarê hebûna girtiyên siyasî di bin desthilata PYDê de, Ebrahams got: "Li navçeya Cizîrê ti raporta me li ser hebûna girtiyên siyasî nine, ku ev jî tiştekî baş e, lê hinek nîşan hene ku dibe zindaniyên siyasî li Efrînê hebin." + +Lê, nûnerê Partiya Demokrata kurd el-Partî li herêma Kurdistanê, Seîd Omer ji Rûdawê re got ku girtiyên siyasî li deverên Cezîrê hene û weke nimûne navê Amîr Hamid ji dirbêsiyê, Cemîl Omer ji Qamişlo û Behzad Dorsin ji Dêrikê diyar kirin û tekez kir ku li Efrînê jî hevalên partiya wan û partiya azadî girtî ne. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got ku tevî ti hevalên partiya wan girtî tune ner, lê girtiyên siyasî li deverên jêr kontrola Rêveberiyên PYDê hene. + +Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Azadî ya Kurd, Mustefa Cuma ji Rûdawê re tekez kir ku 6 endamên partiya wan û 3ê endamên el-Partî hîn li herêma Efrînê di zîndanên asayişa ser bi PYDê de ne. + +Rawêjkarê Human Rights Watch behsa kêşeyeke din jî kir, ew jî hebûna zarokên di bin temenê 18 saliyê de di nav hêzên YPGê de: "Tevî ku bi biryara Qendîlê ev qedexe bû, lê hêj zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di nav vê hêzê de hene." + + +Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo dermankirinê tên beşeke teybet tê damezirandin. + +Têkiliyê Bakur û Başûrê Kurdistanê piştî bazirganî û perwerdeyê di warê tendirûstiyê de jî pêşvediçin. + +Gelek Nexweşên Başûrê Kurdistanê ji ber derfetên Bakurê Kurdistanê sûd werbigrin û werin dermankirin di salên dawî de berê xwe didin Amedê. + +Ji ber vê yekê jî rêveberiya Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê ev rewş berçav girt û biryar da ku nûnertiyekê li Başurê Kurdistanê li Hewlêrê bide vekirin. + +Di vê derbarê de Serbijişkê Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê, Profesor Saîd Alan ji Rûdawê re got: ";Derfetên Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê li gorî derfetên nexweşxaneyên Rojhilatanavîn gelek pêşveçûye û operasyonên dil jî bi awayek serjeftî têne kirin. Bi piranî jî nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê têne Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê ji ber sedemên wekî êşa dil û penceşêrê têne."; + +Qamişlo (Rûdaw)- Asayişa PYDê çalakiyên bîranîna salvegera roja jidayik bûna Mele Mistefa Barzanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qedexekirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo da zanîn ku şanoya ku biryarbû Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro demjimêr 2:00 bi dema Qamişlo, salvegera jidayikbûna Mele Mistefa li ser lidar bicxe, ji aliyê asayişê ve hat têk dan. + +Peyamnêrê Rûdawê da zanîn jî ku hêzên asayişê dest danîn li ser mobîl û alavên wêngirtinê ji xelkên li cihê merasîmê, û xelk ji wir dûrxistin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Di yekemîn seredana xwe de bo welatên derve, şandeke rêveberiya demkî ya Kantona Kobanî, di deriyê sînorî yê di navbera herêma Kobanî û Tirkiyê de, bi seredaneke fermî derbasî Tirkiyê bû, berpirsê komîteya peywendiyên derve û serokê şanda rêveberiya demkî bo welatê Tirkiyê, Ibrahîm Kurdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ew bi vexwendineke fermî ji hikûmeta Tirkiyê vê serdanê pêk tînin. + +Herwiha Ibrahîm Kurdo got: ";Cîranê me welatê Tirkiyê em vexwendin welatê xwe, em dikin herin wir, ya dudiyan jî, em dikin mijara deriyê sînorî bi wan re gotûbêj bikin. Hikûmeta kantona Kobanî bi rengekî fermî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye vexwendin. Mijara girîng di programa seredana me de, mijara deriyê sînorî ye, em dixwazin ev derî hîn fereh bibe, ango ji bo çûn û hatina milet."; + +Mijarên sereke ku wê di navbera şanda rêveberiya demkî û berpirsên hikûmeta Tirkiyê de werin gotûbêj kirin, wê di warên bazirganî û tenduristî û hawarçûnê de û ji bo avêtina gavên dîtir di fermîkirina deriyê sînorî de bin, û asta berpirsên hikûmeta Tirkiyê ku wê şanda rêveberiya demkî li gel wan bicive, wê di rojên pêş de were diyar kirin. + +Di vê derbarê de Serokê Encûmena Cîbicîkirina Kantona Kobanî wiha da zanîn: ";Asta danûstendinan bi biraderên Tirkiyê re, li wî alî wê were diyar kirin, di hesabê hevalên me yên di şandê de, ku ji kîjan alî ji wan were xwestin, wê danûstendin berdewam bike, lê li gor texmîna me, wê biçin Urfa û Amedê û dibe ku biçin Enqerayê jî, ango şanda me amedeye ku bi hemî astan re bide û bistîne."; + +Li gorî zaniyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî derbasbûna şanda rêveberiya demkî bo welatê Tirkiyê, ew li gel şarederiya qeza Sirûcê û waliyê Urfayê civiyabû, û pişt re, şanda kantona Kobanî berê xwe dide paytexta welatê Tirkiyê Enqerayê. + +Ji roja damezrandin rêveberiya demkî de li kantona Kobanî, ev yekemîn care ku komîteya peywendiyên derve ya rêveberiyê bi rengekî fermî seredana welatê Tirkiyê dike û wê li gel berpirsên tirk bicive. + + +Riha (Rûdaw) – Hat zanîn, welatiyekî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê hêzên tirk ve hatiye kuştin. +Welatiyê bi navê Eladînê Qewaz, ku xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bû, şeva borî dema dixwest derbasî bajarê Sirûcê yê Rihayê be û here mala xizmên xwe, li ser sînor rastî êrişa hêzên tirk hat. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de Eladîn bi giranî birîndar bû û di ciha de jiyana xwe ji dest da. +Hat zanîn, cenazê wî derbasî Kobanî hatiye kirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Cemxaneya Dêrsîmê ji bo Berkîn Elvan ê ku piştî komayek dirêj sê roj berê jiyana xwe ji dest da, xêra miriyan hat belavkirin. Pîrê Cemxaneya Dêrsîmê Alî Ekber Yûrt bêyî ku nav bide rexne li hikûmeta Tirkiyê girt. Yûrt, got: "Me herî dawî şitleke xwe ya nûciwan, zarokekî xwe winda kir, lê hê jî bi sersaxiyekê jî dilêşiya me nayê parvekirin." +Bi beşdariya nûnerên partî û nûnerên civaka sivîl, li Cemxaneya Dêrsîmê ji bo Berkîn Elvan gulbang hatin xwendin, find hatin vêxistin û xwarina xêra miriyan li amadebûyiyan hat belavkirin. Wêneyê mezin ê Elvan û kesên ku di bûyerên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi Cemxaneyê ve hatin hilawestin. Herwiha li dora wêneyên Berkîn Elvan qurnefîl hat danîn û find hatin vêxistin. +Pîrê Cemxaneyê Alî Ekber Yûrt ji ber ti rayedarek hikûmetê hê sersaxî ji malbata Elvan nexwastiye rexne kir û wiha pê de çû: " Me canên xwe wenda kirin, dil û kezeba me şewitî. Ji bo dilşewatî û kezebşewatiyan sersaxî tê xwastin. Sersaxî kêm be jî hinek be jî avê li şewata nav hinavên mirov wer dike. Me ev yek nebihîst, lewra hê bêhtir agir bi navûdilê me ket." +Yûrt, got ku ew wek pîrek Elewiyan her tim hewl daye cûdahî nekeve navbera Kurd-Tirk, Elewî-Sunî, çepgir-rastgiran û pevçûn neqewimin. Yûrt, derbirî ku ji bo çareseriya girift û kêşeyan ew her dem alîgirê diyalogê ne. + +Pîrê Cemxaneya Dêrsîmê Alî Ekber Yûrt wiha berdewam kir: "Heta niha daxwazeke me ya cidî nehatiye bicihanîn. Em li ber xwe ketin û xemgîn bûn. Rast e, hinek gav hatin avêştin. Lê gelek daxwazên me yên girîng nehatin cîbicîkirin. Her tim bendewarî û hêviya me hebû ku dê daxwazên me pêk bên. Hem daxwazên me yên girîng nehatin qebûlkirin, hem jî bi ser de jî em rastî neheqiyên mezintir hatin. + +Me herî dawî şitleke xwe ya nûciwan, zarokekî xwe winda kir, lê hê jî bi sersaxiyekê dilêşiya me nayê parvekirin. Dilêşiya me parve bikin da ku êş nemînin. Nexwe dê êş li ser hev bar bibin û rewş pir xirabtir bibe. " +Herwiha Yûrt destnîşan kir ku sebir û tebat her kesî ne di asta hev de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez her dem dibêjim ev keştî ya me hemûyan e; ger ev keştî kun bibe her kes pê re noqî bin avê dibe. Divê em rewşa Sûriye, Iraq, Lîbyayê li ber çav bigirin û ji bîr nekin." +Yek ji pîrê din Kadîr Bûlût jî axivî û got: "Xweda di Quran a pîroz de diferme ku kesek mirovek bikuje, mîna ku tevahiya mirovahiyê bikuje. Kujerê/a mirovek bêguneh, kujerê/a hemû mirovahî û dinyayê ye." +Piştî axaftinan li ber peykera Pîr Siltan Evdal a li hewşa Cemxaneyê find hatin pêxistin û piştre xwarina/loqmeya miriyan hat belavkirin. + + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li Dêrsîmê kedkarên tenduristiyê bi boneya 14ê Adarê Cejna Bijîşkiyê girev kirin û rojekê neçûn ser karên xwe. + +Xwepêşandana kedkaran a li ser Kolana Cûmhûriyetê li ber avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrsîmê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê bi dawî bû. Xwepêşanderan nanên ji bo Berkîn Elvan hilgirtibûn danîn ber Bîrdariya Mafên Mirovan. + +Li ber gerînendeya navborî, li ser navê kedkaran Serokê Şaxa Dêrsîmê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) Dr. Azad Gundercî daxuyand. + +Gundercî got ku ew dizanin ku divê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: ";Wekî em hemû dizanin li ser vê axê bi salan zarok mirin û hatin kuştin. Lê belê ev yek her tim hat bincilkirin û deng ji kesî derneket. Ger hingê em li hemberî mirin û kuştina wan zarokan bêdeng nemanê, dibe ku niha Berkîn Elvan li jiyanê bû";. + +Dr. Azad Gundercî diyar kir ku di nava rewşa heyî de ew nikarin cejna xwe pîroz bikin û got ";Li her derê gendelî û bêhna rizyayî û bertîl difûre. Li aliyê din zarokê me yê ku di encama êrîşa polîs de ji serê xwe birîndar bû û mir, agir berda dilê me. Her wekî Ceylanên ku bi saroxan bedena wê parçebûyî, Ûgûrên ku bi gulleyan hatin kuştin, zarokên Roboskê yên hatin bombebarankirin û çendîn hevalên wan ên lîstikan; niha jî Berkîn Elvan dil û hinavên me şewitand";. + +Gundercî anî zimên ku êdî li Tirkiyê kes nikare bi hêsanî şîn û şîwenê jî girê bide. + +Serokê SESa Dêrsîmê diyar kir ku xizmetguzariya tenduristiyê bê ferq û cûdahî, mafê her kesek e. + +Gundercî got ku ew li dijî hemû cureyên tundî û kuştinan in û wiha berdewam kir: ";Li gorî me mafê xwepêşanderan e ku ji xizmetguzariya tenduristiyê sûd werbigire. Ji ber em di warê tenduristiyê de alîkariya tenduristî didin xwepêşanderan, em tên tawanbarkirin. Xebatkarên tenduristiyê yên erk û peywira xwe bi cih tînin; yan tên girtin, yan jî cezayên pereyî ku nikarin ji bin rabin lê tê birîn";. + +Kedkaran diyar kirin ku dê bi hemwelatiyan re têkoşîna wan bidomin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bicive. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê saet 19.30 bi dema Tirkiyê li Enqereyê ligel Erdogan bicive. + +Herwiha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê îro saet 15.00 wê Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu bi hev re bicivin. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu derbarê civîna navbera wî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de got ";Emê li ser têkiliyên aborî û bazirganiyê biaxifin";. + +Di çarçoveya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakurê Kurdistanê de, wê parêzgarên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin. + +Hevdîtina her du aliyan wê bêhtir li ser meseleyên gumrikê û bazirganiyê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê. + +Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re berî bîstekê bi balafirê gihiştine balafirgeha Wanê û ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berpirsên herêmê ve hatin pêşwazîkirin. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro saet 9ê sibehê bi dema Hewlêrê ber bi rê ket. + +Ergoşî diyar kir ku di vê serdanê de wezîrê avakirinê yê Herêma Kurdistanê Kameran Ehmed, serokê desteya weberhênanê, berdevkê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih pêk tê. + +Ergoşî herwiha got ku şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li bajarê Wanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û hejmarek berpirsên din û karsazan bicive. + +Derbarê naveroka civînên li Wanê de, Samî Ergoşî got ";Di civînê de wê pirsa bihêzkirina têkiliyên bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, bi taybet vekirina deriyekî sînor navbera heru aliyan wê bên goûbêjkitin";. + +Piştî civîna li Wanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û wezîrê avakirnê Kameran Ehmed û şanda ligel wan dê biçin Enqere û li wir bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicivin. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê civînê de jî got ku wê têkiliyên dualî û pirsên avbrî û bazirganiyê, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê 2 çalakvanên Kurd girtin. Asyaişa PYDê li Çilaxa jî dibêje ewê îro wan azad bikin. + +Duh sekreterê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê (YXCDK) ya girêdayî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Dr. Hejar Hesen û endamê şaxê yekîtiyê li herêma Aliyan Hozan Şelal li bajarokê Çilaxa ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Berpirsê têkiliyên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) li Başûrê Kurdistanê Saîd Omer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku YXCDKê çalakiyek bi boneya salvegera jidayikbûnba Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa li dar xistin û ";ji ber vê yekê hatin girtin";. + +Omer diyar kir ku ";asyaişa PYDê bi hênceta ku yekîtiyê ruxset û moleta lidarxistina wê çalakiyê nestandine ew du çalakvan girtin";. + +Omer tevî şmerezakirina girtina her du çalakvanan got ";Ev karê ku asayişa PYDê kiriye xizmeta gelê Kurd û yekrêziya Kurdan nake";. + +Derbarê bûyerê de, endamekî asayişa PYDê li bajarokê Çilaxa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Li gor fermana wezîrê navxwe yê kantona Cezîrê, her kesê ku bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe divê ruxseta asayişê werbigire";. + +Wî endamî herwiha got ";Berî ku çalakiya salvegera jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa destpêbike, me ji serpereştyarên çalakiyê xwest ku werin moletê werbigirin ji bo em ewlekariya wan biparêzin, lê wan ev yek red kir";. + +Heman endamê asayişa PYDê li Çilaxa ji Rûdawê ragihand ku ewê îro her du çalakvanan azad bikin û got ";Divê her kesê bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe ruxseta asayişê werbigire û armanca vê yekê bi tenê ewe ku em ewlekariya wan biparzêin";. + +Berpirsê têkiliyên el-Partî li Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku her du çalakvan herî zû bên berdan û got ";Alîgirên rejîma Beşar Esed li bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Kurdan e, bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe li dar dixin, ji ber çi asayişa PYDê wan jî bi hênceta ku molet wernegitine nagire?";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berpirsên herêmê civiya. + +Piştî civînê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin. + +Di kongreyê de, destpêkê Davutoglu axifî û keyfxweşiya xwe bi serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Wanê anî ziman. + +Davutoglu bal kişand ku di civînê de ew li ser pirsên aborî û vekirina deriyê sînorî û herwiha rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyên axifîn. + +Davutoglu herwiha li ser pêşvebirina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de tekîd kir û got ku ew dixwazin ev têkilî hîn zêdetir pêşve biçin. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir ku bazirganiya navbera her du aliyan de gelek başe û par 12 milyar dolar bû û got ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê deriyeke û di rêya wê re xwe digihîne navçeyên din ên Iraqê. + +Ahmed Davutoglu tekîd kir ku civîna wan ya îro li Wanê gelek erênî û emelî bû û got ku wan biryar daye 5 deriyên din ên sînorî ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û herwiha wê deriyê Îbrahîm Xelîl jî bê berferehkirin. + +Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe bi serdana bajarê Wanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê wezîrê derve Ahmed Davutoglu anî ziman û got ";Ev cara yekê ye ez serdana bajarê Wanê dikim, ev bajarê ku xelkê wê di dema borî de gelek alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê kiriye, ez ji dil de spasiya wan dikim";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di van çend salên borî de têkiliyên di navebra Herêma Kurdistan û Tirkiyê de pêşve çûne û got ku derfet heye ev têkilî berferehtir bibin. + +Derbarê vekirina deriyên sînorî û berferehkirina deriyê Îbrahîm Xelîl de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ev biryar a herî girîng e û got ";Em hêvîdarin ku ev yek ji bo tevahiya Iraqê pêşketineke baş be";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir û got ";Ev pêşkeftinên li Tirkiyê çêdibin berçavin, hêviya me ewe ku bi encam bigihin û aştiyeke mayînde pêk were";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin a çekdar û sivîlên alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed bi otombêlan Ii nava bajêr geriyan û piştgirya xwe ji bo Esed anîn ziman. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvor bi sedan çekdar û sivîlên alîgirên Esed bi zêdetirî 50 otombêlan li nav bajarê Qamişlo digeriyan û pştgiriya xwe ji Esed re anzîn ziman. + +Çekdar û alîgirên ku siwarî zêdetirî 50 otombêlan bûbûn, wêneyên Beşar Esed bilind dikirin û druşemên wek ";bi can bi xwîn em bi te re Beşar"; û ";Xweda Sûriyê Beşar û bes"; digotin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku xwepêşandan di bin parastina hêzên leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê de hat lidarxistin û ew hêz bi awayekî zêde û berçav li nav bajarê belav bûbûn. + +Di nava mehekê de ev cara duyem e ku alîgirên rejîmê li bajarê Qamişlo bi awayekî aşkere dadikevin cade û kolanan û piştgiriya xwe ji rejîmê û Esed re tînin ziman. +Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û jibilî taxa Ereban û navendên leşkerî û ewlekariyê yên hêzên rejîmê, piraniya taxên wê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên wê yên leşkerî û ewlekariyê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî carek din tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nakeve bin barê guvaşên Bexdayê û got ku ji vê yekê zêdetir ew qebûl nakin Bexda tekane hukum bike. + +Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu tevlî programeke televizyona TRTê ya fermî ya Tirkiyê bûn. + +Di bersiva pirsekê de derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî got ";Hikûmeta Herêma Kurdistanê her gavekê di warê petrolê de avêtibe di çarçoveya yasa û destûra Iraqê de bû û emê gavên wiha berdewam bavêjin";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Hikûmeta Iraqê bi xwe pirsgirêkan çêdike, ew bi awayekî xirab ligel Herêma Kurdistanê reftar dikin, lê divê ew piştrastbin ku Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de paşde venagere û dê gavên xwe yên berê avêtine berdewam bike";. + +Derbarê qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew karê Bexdayê kiriye li dinyayê tevî nayê dîtin. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Petrol û enerjiya me heye û em bi van Bexdayê tehdîd nakin, lê em guvaşên wan jî qebûl nakin";. +Ş +Amed (Rûdaw) – Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD) Racî Bîlîcî, li ser çêkirina rêya ku li ser sînorê navbera Başûr û Bakûr û li nêzîkî gundê Roboskiyê tê çêkirin, diyar kir ku ew ne li xêrê re tê çêkirin ji ber ku dewleta Tirkiyê bi wê rêyê dixwaze kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ji hev cuda bike. + ev demek e û bi taybet piştî ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê dest pê kir, dewleta Tirkiyê dest bi çêkirina rê û qereqolên mezin li ser sînorê navbera Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê kiriye. Yek ji van rêyan, ";rêya ewlehiyê"; ya li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakûr, ye. + +Şandek ji ÎHDê bi serokatiya Serokê Şaxa Amedê ya komeleyê Racî Bîlîcî çû herêmê û ji nêzîk ve rewş şopand. Bîlîcî, piştî dîtina deverê diyar kir li herêmê rageşî berdewam dike û gundiyên ku di dema rageşiyan de birîndar bibûn, bibîranî û wiha got: "Gundiyê ku birîndar bû hêj jî cîddîyeta xwe diparêze. Leşkeran li gundiyên Roboskiyê guleyan direşîne." + +Bîlîcî anî ziman ku Walî û Fermendarê leşkerî gefan li welatiyên Roboskiyê dixwin û wiha got: "Ji komkujiya Roboskiyê heta niha rewş bi vî awayî ye. Herî dawî çêkirina rê hat rojevê. Ji ber vê yekê teqînek rûda. leşkerekî jiyana xwe ji dest da." + +Racî Bîlîcî diyar kir ku gelê herêmê di nava fikar û tirsê de ye û ji ber wê yekê ji wan xwestine ku serdana herêmê bikin û wan jî li ser vê daxwazê biryara serdanê girtine û wiha got: "Xwestin em bûyerê ji nû ve lêkolîn bikin. Em berê jî çûbûn." + +Serokê şaxa Amedê ya ÎHDê, her wiha ragihand ku herêm ji aliyê leşkeran ve bi têlan hatiye dorpêçkirin û di roja 8'ê Adarê de li hemberî tiştên ku li herêmê dîtine mat mane û got ku artêşa Tirkiyê di navbera Roboskiyan û herêmên ku PKK' lê heye de rêyên mezin çêkirine û navê rêyê jî kirine "rêya ewlehiyê" û wiha got: "Ev rê bi temamî ji bo armancên cûda hatiye çêkirin. Ew qas zehmet û maliyeta ku danê vê rê ne ji xêrê re ye."; + +Bîlîcî diyar kir ku gundiyan gotiye malîyeta projeyên çêkirina vê rêkê 19.5 tirîlyon lîre ye û destnîşan kir ku ev rê tenê li Roboskiyê nayê çêkirin û wiha got: "Rê dê tenê bi vê yekê nemîne li girê Spî destpê dike heta çiyayê Cûdî ji çiyayê Cudî heta sînorê Suriyê diçe û bi heman awayê jî li ser biçe sînorê Îranê." + +Racî Bîlîcî çavdêriyên xwe yên ser rê vegot: "Rê carnan dikeve sînorê Bakûrê Kurdistanê carnan jî dikeve Başûrê Kurdistanê, ji bo çêkirina rê kîjan alî guncaw be dê rê li wî aliyî de bê çêkirin. Rê ji bo armancên berfireh tê çêkirin. Armanca serekî ya vê vê rêkê kurdan ji hevdû biqetînin. Bi vê rêkê dê tekiliyên kurdan bi tevahî ji hev qut bikin. Dê bi vê rêkê bazirganiya ser sînoran qut bikin. Li gorî agahiyên ku me girtine dê li her hezar metreyî de zêrevaniyekê çêbikin û têlan daynin. Herdem amûrên leşkerî li herêmê biçin û bên. ev rê ji bo armancek din nayê çêkirin. Ev rêya ku sed sale nehatiye danîn çima di pêvajoya aştiyê de tê danîn, ev rê rêya xêrê nîne. Ger çêkirina rê berdewam bikin dê pêvajo bikeve xeteriyê. Li gorî me ev rê rêya dînamîtan dixe bin pêvajoya aştiyê. Ger di vê rê de israr bikn em bifikar û tirs in ku ev pêvajoyê bikeve xeteriyê." + +Bîlîcî diyar kir ku ew herêma ku rê lê tê çêkirin hemû kes dizanê ji aliyê PKK'ê ve tê kontrolkirin ev rastiyeke û wiha got: "Di vê pêvajoyê de nêzîkatiyê bi vî rengî xetere. Di rewşek wisa de nêzîkatiyek wiha sabote ye. Xeteriyek mezine. Ev rê dê bibe sedema rageşiyan. di vê Dewlet dest ji vê helwestê berde û pereyê dane vê rêyê ji bo aştiyê xerc bikin. Van pereyan ji bo gelê herêmê bişînin fabrîkayan sazbikin ev yek dê tevkariya aştiyê bike. Dewlet bi salane polîtîkayên ewlehiyê dimeşîne ev polîtîkana encam nade. Ev rê riya xêrê nîne."; + +Şanda ÎHDê li ser sînor + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê re civiya. Di civînê de hat ragihandin, nabe heta qanûna bûdceya Iraqê were hemwarkirin, bûdce bikeve rojeva parlamentoyê. + +Piştî civîna Barzanî ya îro (15.03.2014) digel endamên kurd ên Parlamentoyê Iraqê ku li Pîrmama Hewlêrê hat lidarxistin, daxuyaniyek hat belavkirin. + +Li gorî daxuyaniyê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat belavkirin, di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha nakokiyên navbera her du aliyan hat axaftin. + +Yek ji mijarên civîna han, neşandina pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê bû ku ji aliyê beşdarên civînê ve wek gaveke neqanûnî hat nirxandin û hat gotin ku hikûmeta Iraqê debara xelkê tevlî meseleyên siyasî dike. + +Di beşek din a civîna Barzanî û parlamenterên kurd ên li Bexdayê, bûdceya Iraqê ya sala 2014an hat gotûbêjkirin û hat gotin ku heta qanûna bûdceyê neyê guhertin nabe bikeve bernameya karê parlamentoyê ji ber ku di bûdceya Iraqê de gellek xalên li dijî Herêma Kurdistanê tê heye. + +Li gorî qanûna bûdceya Iraqê ku heta niha nehatiye pesendkirin, eger Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol neşîne derve wê çaxê pişka bûdceya wê ya 17% jî nayê dayîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermangeha yasayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku biryara Herêma Kurdistanê ya derbarê biparêzgehkirina bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê yasayî û destûrî ye û ew biryar mafê Herêma Kurdistanê ye nek hikûmeta Iraqê. + +Rêveberê giştî yê wê fermangehê Sebah Bawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gor destûra Iraqê biryara biparêzgehkirinê ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin yasayî û destûrî ye. + +Bawî diyar kir ku li gor benda 110 a destûra Iraqê, hikûmeta Iraqê nikare ti fermanekê derbixe li derveyî desthilatên ku di wê bendê de jê re hatine diyarkirin. + +Sebah Bawî her wiha anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi xwe jî biryara biparêzgehkirina Helebce pesend kiriye, lewra pêwîst nake nerazîbûna xwe derbarê îmzekirina biryarê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bîne ziman. + +Roja pêncşema borî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ragihand, ji ber ku hikûmeta AKPê hêza xwe ya cîbicîkirinê ji dest daye û tiştek di warê pêşxistina pêvajoya aştiyê de nekiriye, êdî muxatebê wan di çareserkirina pirsa kurd û pêvajoya aştiyê de nîne. + +KCKê, îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera ANFê hatiye belavkirin, ragihand ku di navbera 3 heta 10ê Adara îsal civîneke li darxistine û di civînê de li ser rewşa pêvajoya aştiyê û pêşhatên dawî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gotûbêj kirine. + +KCKê di daxuyaniyê de daye zanîn ku êdî hikûmeta AKPê hêza xwe ya cîbicîkirinê ji dest daye çimkî piştî operasyonên 17ê Kanûna par ên ";bertîlxwarin û gendeliyê"; û şerê navbera AKP û tevgera Gulen, hêzên derve dixwazin li Tirkiyê hikûmetekî din bi rêya Partiya Komarî ya Gel (CHP) û tevgera Gulen ava bikin û ev jî nîşan dide ku roj bi roj hikûmeta AKPê hêza xwe wenda dike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber wê jî êdî hikûmeta AKPê ne muxatebê çareseriya pirsa kurd û rêberê PKKê Abdullah Ocalan bo pêvajoya aştiyê ye û wiha hatiye ziman: ";Ji xwe dema Rêber Apo pêvajo da destpêkirin, muxatebê wî yê serekî hikûmeta AKPê nebû belkî hêzên demokratîk bû lê ne hêzên demokrasiyê ne jî tevgera me karîn erkên xwe li hember pêvajoyê pêk bînin, ji ber wê jî hikûmeta AKPê ev yek wek derfetekî dît û dest bi xapandinê kir."; + +Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku li şûna ku hikûmeta AKPê alozî û kirîza ku niha li Tirkiyê çêbûye, bi çareserkirina pirsa kurd derbas bike dest bi cîbicîkirina siyaseta hîn sitemkar û zordarî kiriye û ev jî nîşan dide ku êdî hikûmeta AKPê naxwaze pirsa kurd çareser bike lewma êdî muxatebê Rêberê Apo yê pêvajoyê nîne. + +KCKê her wiha ji hêzên demokratîk xwestiye li hev kom bibin û bernameyeke berfireh bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê darêjin. + +Wan (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu û berpirsên herêmê civiya. + +Di vê serdanê de NêçîrvanBarzanî ligel karsaz û sermayedarên Wanê û Bakurê Kurdistanê re civiya û piştre konfransekî rojnamevanî lidar xist. + +Di nîva axevftinê de, kesê ku gotinên Barzanî werdigirandin tirkî, pevyek xelet tercume kir lewma Nêçîrvan Barzanî rawestiya û got, ";Hindê ku ez tirkî dizanim wergêr şaşiyek di wergêranê de kir"; ev jî bû sedema pêknîna hemû beşdaran… + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarên Merîwan û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê çend merasîm wek rêzgirtinek ji qurbanyên karesata kîmyabarana Helebce hatin lidarxistin. + +Xwendekarên zanîngeha Peyam Nûr a Merîwanê bi merasîmekê karesta kîmyabarana Helebce ku zêdetirî 5 hezar kes di encam de bûne qurbanî, bibîr anî. + +Herwiha li gundê ";Nê"; yê ser bi bajarê Merîwanê jî pêşangehek wêneyan bi vê boneyê hat vekirin. + +Zanîngeha Peyam Nûra Merîwanê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dîroka mirovahiyê kîmyabarana Helebce ji bîr nake û encamderên wê jî efû nake. + +Li bajarê Ciwanroyê jî bi beşdariya kesayetiyên edebî û çandî merasîma rêzgirtina ji qurbaniyên kîmyabarana Helebce hat lidarxistin. + +Herwiha duh şemiyê, 12 payskilsiwarên bajarê Merîwanê ji wî bajarî ve ber bi Helebce birêketin bi armanca danîna gurzên gulan li ser gorên qurbaniyên karesata kîmyabarana Helebce. + +Kobanî (Rûdaw)- Bi boneya 4emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê di 15ê adara 2011an de, xwepêşandanek li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh li ser bana şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), xwepêşandanek li nav bajarê Kobanî hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê bi sedan kes beşdar bûn û druşmên li dijî rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed hatine bilindkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de gotina şaxê Kobanî yê ENKSê hat xweindin. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê di gotina xwe de tekeze kir ku ew xwe wekî beşekî sereke ji şoreşa gelên Sûriyê ya aştiyane dibîne. + +Herwiha daxwaza venasîneke destûrî bi mafên netewî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat kirin. + +Xwepêşandana ku ji aliyê rêkxistinî ve bê ser û ber bû, bê ti astengî bi dawî hat. + +Helebce (Rûdaw)- Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi boneya 26emîn salvegera kîmyabarana bajêr merasîmeke berfereh tê lidarxistin. + +Merasîm bi kombûna hemwelatiyên li ber avahiya Şaredariya Helebce destpêkir û girse ber bi mezarê Şehîdên Helebce meşiya û gurzên gulan li ser gorên qurbaniyan danîn. + +Merasîma îsal bi awayekî cuda ji salên berê tê lidarxistin, bi taybet ku niha Helebce bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye parêzgeh. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragihand ku îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Omêd Sebah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir";. + +Berî niha Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexayê nemîne û karên ji bo biparêzgehkirina Helebce destpêbike. + +Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xwendekareke Kurd bi navê Mîdya Selah Hesen Mehmûd di 2yê tebaxa sala 2012an de li paytexata Sûriyê Şamê wenda bû û pişt re hat gotin ku li zindaneke Rûsya ye. + +Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq a piştgirîkirina azadî û mafên mirovan Ferman Bonceq derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Mîdya roja 2/8/2014 li taxa Meydan a Şamê ji aliyê hêzên îstixbarata Sûriyê ve hatibû girtin";. + +Bonceq herwiha got ";Mîdya ku xwendekara beşa zimanê ingilîzî ya zanîngeha Şamê bû, destpêkê di zindaneke Şamê de girtî bû û pişt re ew birin zindaneke din li navçeya beravê li Laziqiye û Tertûsê û ji wê demê de xeber jê qutbûbû";. + +Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq herwiha got ";Di encama hewlên navendê de, me karî xwe bigihînin malbata Mîdya ku niha li Stenbolê dijî û derket ku Mîdya 2 caran ji zindana Kharkiv a li Rûsya telefona dayika xwe kiriye";. + +Ferman Bonceq zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê de aşkere nekirin û bi tenê got ";Mîdya duh saet 7ê êvarê bi dema Tirkiyê di rêya balafireke Tirkiyê re ji balafirgeha Sochi a rûsî re gihişte balafirgeha Stenbolê."; + +Bi gotina Bonceq, ";Mîdya duh saet 7ê sibehê ji zindana Kharkiv serbest hat berdan û balafria ku ew radikir dora saet 4.30 bi dema Mosko ji balafirgeha Sochi ber bi Stenbolê ve firiya";. + +Mîdya Selah Hesen Mehmûd bi xwe xelkê bajarê Amûdê ye, lê ew ligel malbata xwe li taxa Hecer Eswed a Şamê dijiya û xwendekara sala çarem a beşa zimanê ingilîzî li zanîngeha Şamê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji ber ku daxwazên Kurdan di projeyasaya budceya îsal ya Iraqê de nehatine bicihkirin, hemû frakisyonên Kurd ên di nav Parlamentoya Iraqê de rûniştina îro ya parlamentoyê boykot kirin. + +Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Mela Uzêr Hafiz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 12ê nîvro rûniştina Parlamentoya Iraqê destpêkir. + +Berî niha aliyên Kurd li hev kirin ku eger bendên taybet bi para Herêma Kurdistanê di budceya îsal a Iraqê de neyên serastkirin wê piraniya parlamenterên Kurd tevlî rûniştina parlamentoya nebin. + +Bendên taybet bi para Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de dibêje ";divê Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîl petrol bişîne derve û dahata wê radestê Bexdayê bike";. + +Kobanî (Hewlêr)- Şeva borî şer û pevçûn li gundê Cib Feres li rojavayê bajarê Kobanî di navbera çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û şervanên kurd li deverê derketin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku şer û topbarankirin li devera Sirînê ya girêdayî Kobanî jî di navbera hêzên YPGê yên girêdayî PYDê ku di navenda genim û ceh a Sirînê de cih girtine û çekdarên DAÎŞê de berdewam in û çekdarên DAÎŞê navendê topbaran dikin. + +Çalakvanekî deverê ku ne xwest navê wî bê aşkerekirin ji Rûdawê re got ";Îro serê sibehê hêzên YPGê tevahiya genimê navenda Sirînê veguhestin Kobanî";. + +Wî çalakvanî herwiha got ";Çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Giresor li rojhilatê Kobanî yê nêzîkî devera Girê Spî kirin û di encamê de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û DAÎŞ jî ji gund vekişiya";. + +Di heftiya borî de çekdarên DAÎŞê devera Sirînê li Başûrê Kobaniyê û pira Qereqozaq li ser çemê Firatê li başûrê rojavayê Kobanî kontrol kiribûn. + +Herwiha çekdarên DAÎŞê devera Şêxler ku piraniya nişteciyên wê Ereb in ji bin kontrola Artêşa Azad û hevalbendên wê de derxist û xiste destê xwe, vê yekê metirsiyên êrîşkirina li ser Herêma Kobanî zêde kiribûn. + +Amed (Rûdaw) – Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) ragihand, divê dewleta Tirkiyê komkujiya bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê ku di encama kîmyabaranê de qewimî, bi fermî qebûl bike. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest, dadgehek taybet bo doza komkujiya Helebcê vebike. + +Bi helkefta 26emîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma wê ya Beis a Iraqê ve, îro li bajarê Amedê çalakiyeke şermezarkirinê ji aliyê ÎHDê ve hat lidarxistin. + +Bo vê armancê, serokê giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan û gellek parêzer û çalakvanên mafên mirov li ber bîranîna mafên mirov li kolana Yûkselê ya bajarê Amedê kon bûn û deqeyek rêzgirtin bo qurbaniyên Helebcê daxuyaniyek dan. + +Serokê giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ku di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Seddam Husên ve li Kurdistana Iraqê "Operasyona Enfalê"; pêk hat û di serî de li Helepce û gellek bajarên kurdan komkujî pêk hat. + +Turkdogan, anî ziman ku di operasyona 3 rojan de 12 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. + +Ozturk Turkdogan, xwest êdî NY komkujiya li Helepce qebûl bike û ji Tirkiyê jî xwest, komkujiya kurdan qebûl bike. + +Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê jî li Parka Koşuyolu daxuyanî dan çapemeniyê. + +Li vir jî pankartên ku Helepce bibîr tînin û komkujiyê şermezar dikin, hatin vekirin. Li ser navê komê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, axivî û xwest, Dadgeha Cezayan a Neteweyên Yekbûyî ji bo komkujiya kurdan jî heyetê ava bike û dest bi lêkolînê bike. + +Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku ji bo komkujî di qada navneteweyî de bê naskirin dest bi xebaê kirine. + +Amed-Daxuyaniya Baroya Amedê û Şaxa Amedê ya ÎHDê + +Amed (Rûdaw) - Şaxê HAK-PARê yê Amedê, bi helkefta bîst û şeşemîn salvegera komkujiya Helebcê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. +Çalakiya ku ji aliyê şaxê HAK-PARê yê Amedê ve hatibû organîzekirin, bi beşdariya endam, alîgir û nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran pêk hat. Di çalakiyê de pankartên wek ";Me Helebce ji bîr nekiriye, Em ê jibîr nekin"; û ";Ji Bîrkirin Mirine, Em Helebcê jibîr nakin"; û wêneyên komkujiya Helebcê hatin hilgirtin. +Di çalakiyê de daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Namzeda HAK-PARê ya Şaredariya Mezin a Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî ji aliyê Namzedê HAK-PARê yê Şaredariya Yênîşehîrê Vasif Kahraman ve hate xwendin. +Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseye ku tevlî çalakiyê bibû, ji cihê çalakiyê heta avahiya HAK-PARê, bi pankart û wêneyên komkujiya Helebcê meşiyan. +Di çarçoveya bîranîna karesata Helebcê de li pêşiya avahiya HAK-PARê pankartên bîranînê hatin daliqandin. +Herwiha, anonsên hilbijartinên herêmî yên HAK-PARê îro hatin guhartin û wê seranserê rojê di kolanên Amedê de strana Şivan Perwer a bi navê Helebce bê lêxistin. +Daxuyaniya Şaxê HAK-PARê yê Amedê wiha ye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta 26'emîn salvegera kîmyabarana Helebcê li bajarên Wan, Ebex, Erdîş, Kop, Îdir, Agirî, Panos, Colemêrg û Qersê yên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Helebcê şermezar kirin. Bi 10 hezaran kesên daketin kolanan diyar kirin ku dê destûr nedin komkujiyên din. Li Erdîşê gel navê "Helebcê" li kolaneke bajêr kirin. + +WAN + +Rêxistina BDP'ê ya Wanê bi boneya komkujiya Helebcê şermezar bikin û bi hezaran kesên di komkujiyê de bibîr bînin meşek girseyî pêk anî. Girseya ku li ber avahiya buroya hilbijartinê kom bû, heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. + Parlamenterê BDP'ê yê Wanê, Nazmi Gur jî amade bû. Di meşê de pankarta "Îro her der Helebce ye. Em hemû Helebce ne" hat vekirin û siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Şehidên Helebcê rûmeta me ye" hatin berzkirin. Girseyê fîşekên hewayî avêtin TOMA'yên ku li ber Parka Feqiye Teyran barîkat danîbûn û li parkê daxuyanî dan. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mûsa Îtah, daxuyanî da û got: "Em hemû şehîdên Helebcê û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînin. Di rojekê de 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Dîsa li Dêrsim, Qamişlo, Zîlan, Agirî û Roboskî kurd hatin qetilkirn. Lê em êdî destûr nadin ku li ser kurdan komkujî pêk bê."; + +Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur jî jî helwesta Tirkiyê şermezar kir û diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyê komkujiyê diparêze. Piştî daxuyaniyê li Parka Feqiyê Teyran pêşengeha wêneyan hat vekirin. + +ERDÎŞ + +Li navçeya Erdîşa Wanê jî Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Parka Zîlanê bi tevlêbûnek girseyî daxuyanî da. Rêveberên BDP'ê û nûnerê saziyên civakî jî di nav de gellek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê bi pankart û siloganan komkujî şermezar kir. Girsê di çalakiyê de rengên kesk, sor û zer vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" gotin. + +Girsê piştî daxuyaniyê navê kolana ku berê navê wê Marangoz bû guhertin û kirin "Helebce". Namzedên Hevşaredran ên BDP'ê yên Erdîşê bi bernameyekê navê kolanê vekirin û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bi kolanê ve kirin. + +EBEX + +Li navçeya Ebexê ya Wanê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Ebexê li ber buroya hilbijartinê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclisa Ciwanên BDP'ê Rahîm Agaç, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. + +KOP + +Li navçeya Kope ya Mûşê jî bi heman Armancê, reveberên BDP û HDP'ê ji bo komkujiya Helebce, Gazî û Qamişloyê li ber buroya hilbijartinê ya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên BDP û HDP'ê û endamên Hevşaredaran ên Kop'ê amade bûn. + +ÎDIR + +Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî bi heman armancê li ber avahiya buroya hilbijartinê ya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, namzedên hevşaredaran ên BDP'ê û gellek nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Delegeyê HDP'ê yê Îdirê Fahrettin Turkelî komkujî şermezar kir û diyar kir ku li Agirî, Dêrsim, Zîlan, Mereş û gellek navendên din li ser kurdan komkujî pêk hatiye. + +AGIRÎ + +Platforma Şaxan a KESK'ê ya Agirî, ÎHD, AKYAD û Baroya Agiriyê jî bi heman armancê ji Kolana Pirtukxaneyê heta Mala Mamosteyan meş pêk anî. Piştî meşê li ser navê girsê Olcay Ozturk, komkujî şermezar kir. + +PANOS + +Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî bi heman armancê Navenda Çandê ya Serhatê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Endam û rêveberên BDP'ê û Namzedên hevşaredaran amade bûn. + +COLEMÊRG + +Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Colemêrgê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniye. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Colemergê Prz. Mikail Demiroglu, komkujî şermezar kir û diyar kir ku mînaka komkujya liser kurdan a dîrokê komkujiyên Enfal û Helebcê ne. + +QERS + +Rêxistina BDP'ê ya Qersê û Meclisa Xwendekarên Zaningeha Qafqasê jî, bi heman armancê ji avahiya BDP'ê heta Rawestgeha Dîgorê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê, namzedên hevşaredaran ên BDP'ê û gellek welatî amade bûn. Girsê di meşê de siloganên "Şehîd namirin", "Helebce ji bîr neke û nede ji bîrkirin" gotin. Hevseroka BDP'ê ya Qersê Şengul Mehmetoglu, anî ziman ku birîna kurdan a Helebce hêj diherike û nehatiye dermankirin. + + +Li navçeya Ebexê ya Wanê, navê Helebce li kuçeyekî bajêr hat kirin + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, Serbest Mistefa ragihand ku di hilbijartinên encumenên parzêgehên Iraqê de, mamele ligel Helebce ";Wek parzêgeh"; nayê kirin. + +Serbest Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ";Nabe ku demeke kêm ji bo encamdana hilbijartinên encumenên parêzgehan maye, ew hilbijartin li Helebce jî bê kirin"; ku biryara biparêzgebûna wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî, hatiye îmzekirin. + +Heriwh Mistefa sedema encamnedana hilbijartinên encûmen parêzgeh Helebce vegerand bo nediyariya hemjara nifûsa parêzgehê, sînorî îdarî yê parêzgehê û hinek nakokiyên din: ";Her dem ew arîşe temam bibin û hemû rê û şûnên yasayî bên kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, wê demê hlibijartinên encûmena parzgeha Helebce jî dê bên encamdan."; + +Duh, 16.03.2014, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omîd Sebah ji Rûdawê re got: ";";Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir";. + +Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên YPGê ser bi PYDê ve ku di Navenda Genim û Cehê Sirînê de, li başûrê Kobaniyê, cih girtine û çekdarên DAÎŞê de, hêzên YPGê genimê navendê vala kirin û berve Kobaniyê veguhestin. +Çalakvanekî deverê, ku ne xwest navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re tekez kir ku serê sibiha yekşemê bêtiîr 20 kamyonên bi kenim barkirî, ji navenda Sirînê berve bajarê Kobaniyê çûn, lê cihê ku ew genim lê hatiye valakirin nediyar e. +heman çalakvanî da zanîn, ku çekdarên DAÎŞê roja şemiyê êrîşî gundê Cib el-Feres li rojavayê Kobaniyê û gundê Giresor li Rojhilatê Kobanê, nêzîk devera Girê Spî kirin û di encama şerê Giresor de 3ê çekdarên êrîşkar hatin kuştin û DAÎŞ ji gundê navborî vekişiya. +Di heftiya borî de, çekdarên DAÎŞê devera Sirînê li Başûrê Kobaniyê û pira Qereqozaq, li ser çemê Firatê li başûrê rojavayê Kobaniyê kontrol kiribûn. +Herwiha çekdarên DAÎŞê devera Şêxler ku pirraniya nişteciyên wê ereb in ji jêr kontrola artêşa azad û hevalbendê wê derxistibûn û vê yekê metirsiyên êrîşkirina li ser Herêma Kobaniyê zêde kiribûn + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî ew gotegotên ku behsa hebûna arîşeyên teknîkî di balafira Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de çêbûne, dema ku serdana bajarê Wanê Kir, red kirin. + +Roja 15ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke paye bilind serdana bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê kir. + +Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê got: ";Ew gotegotên ku behsa wê yekê dikin ku dema balafir li balafirxaneya Wanê daketibû, rûbirûyê arşîeyên tenkînk bûye, derwein û bê bingehin."; + +Heriwha Ergoşî bê agahiya xwe di vê derbarê de anî ziman û ragihand: ";Ew gotegot bi hemû awayekî nerastin, ew balafir bê arîşe bû û di dema xwe de gihşt bajarê Wanê, ew gşet gelek asayî û aram û bê arşîe hat encamdan."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li malbata ";Rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî"; kir û kuştina wî rojnamevanî bi ";tawaneke mezin û hovane"; anî ziman. + +Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ";Îro, 17.03.2014, berî nîvroya, li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarê rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî kir."; + +Di hevdîtinê de malbata Kawa Germiyan spasiya Barzanî kirin li ser xemxwariya wî himber doza kuştina Kawa Germiyanî. + +Herwiha li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de behsa naveroka birêveçûna lêkolînanan ligel tometbarên kuştina Kawa Germiyanî kirin û ";Daxwaz ji Barzanî kirin ku bi hemû awayekî piştgiriya dîtina tawanbaran û darizandina wan bike."; Di himber de Barzanî daxwaz ji malabat Kawa Germiyan kirk u ";Bê omîd nebin, wê tawanbar cezaya xwe bixwin."; + +Herwiha Barzanî di hevdîtinê de Kawa Germiyanî bi kesekî ";Bê tawan, pak, bêgerd û zarokê malbateke nîştîmanperwer û qurbanîder"; da zanîn û kuştina wî jî bi ";Tawaneke mezin û hovane"; wesif kir. + +Barzanî daxwazê ji malbata Kawa Germiyanî kir ku ";Bê hêvî nebin û ji wê yekê bawer bikin ku tawanbar dê bigihin sizaya xwe û xwîna Kawa Germiyanî wenda nabê û piştgiriya xwe ya tevahî jî ji bo daxwazên malbat û kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî dûpat kir."; + +Di dawiyê de Serkê Herêma Kurdistanê hêviya wê yekê xwest ku proseya dadgahîkirina tometbaran bigihe encamê û tawanbar bêne eşkere kirin ";Ji bo beşek ji êş û janên kesukarê Şehîd bêne pecan."; + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan, diyar kir ku heta niha çend caran agirbest ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye binpêkirin û ragihand, eger piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê gav neyên avêtin dê pêvajoya aştî û çareseriyê biqede. + +Endamê Rêveberiya KCKê Murad Karayilan, ji televîzyona Stêrk TV re axivî û li ser pêvajoya aştî û çareseriyê daxuyanî da. + +Murad Karayilan, diyar kir ku li gorî qonaxên pêvajoyê, diviya qonaxa duyem ji aliyê hikûmetê ve were destpêkirin lê hikûmetê ti gav nehavêt û erkên xwe bicîh nehîna, lewma pêvajo di qonaxa yekem de ma û xitimî. + +Karayilan, her wiha anî ziman ku lê êdî pêvajo bi vî awayî û bi yekalî nemeşe û wiha got: ";Ji ber wê jî, eger hikûmetê piştî hilbijartinan gav avêt avêt, eger nehavêt wê demê pêvajo dê bidawî bibe. Helbet hema roja piştî hilbijartin ev çênabe lê eger di nav 2 hefteyan de gav neyên avêtin bila her kes bizanibe ku pêvajo nemaye."; + +Endamê Rêveberiya KCKê, li ser çawaniya avêtina gavên pêwîst jî axivî û wiha anî ziman: ";Yek ji jwan gavan, çêkirina çarçoveyek qanûnî bo pêvajoyê ye ji ber ev yek bo destpêkirina muzakereyê pêwîst e, her wiha divê aliyên ku bi hev re muzakere dikin wek hev bin, divê şert û mercên rêberê Apo bên guhertin, divê hêzeke sêyem û bêalî jî di hevdîtinan de amade be."; + +Murad Karayilan, li ser mijara danîna çekan jî axivî û ragihand, heta Ocalan û girtiyên siyasyî neyên berdan gerîlla ti carî dest ji çekên xwe bernade û wiha got: ";Em heta niha jî banga dîrokî ya Newroza par rast dibînin û pêve girêdayî ne. em birastî dixwazin pirsgirêk bi rêya siyaset û diyalogê were çareserkirin. Bo çareseriyê divê her du alî gav bavêjin lê dema aliyê beramber gav nevêje wê demê pêvajo namîne û gelê kurd dê bixwe xwe birêve bibe û ev jî mafekî rewa ye."; + +Wî rayedarê PKKê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî da û diyar kir, hinek aliyên kurd li dijî statûya Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: ";Hinek kurd dibêjin ev ne dama wê bû lê ew xelet hizir dikim, çima? Ji ber ku Rojava mîna av û nan pêwîstî bi rêveberiyê heye û divê hemû beşên Kurdistanê piştgiriyê Rojava bikin."; + + + +Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê Kosret Resûl Elî, ragihand, ew heta niha jî cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ye û diyar kir, ji bo parastina YNKê çi pêwîst be dê bike. + +Li gorî daxuyaniya Polîtburoya YNKê ku li ser malpera fermî ya saziyê hatiye belavkirin, endamê polîtburoya YNKê Kosret Resûl Elî, îro li bajarê Silêmaniyê bi sekreter û endamên Komeleya Kinên Kurdistanê re civiya. + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Kosret Resûl Elî piştevaniya xwe bo daxwaziyên kinên Kurdistanê aniye ziman û ragihandiye, YNK hêzeke bihêvî ye û dê her wisa jî bimîne. + +Endamên komeleya kinên Kurdistanê jî ji Resûl Elî xwestine, mîna cîgirê sekreterê giştî yê YNKê pêşwaziya wan bike û wî jî ji wan re wiha gotiye: ";Ez heta niha jî cigîrê sekreterê giştî yê YNKê me û min dest ji karê xwe bernedaye."; + +Di berdewamiya axaftinên xwe de Resûl Elî, diyar kiriye ku YNK hêza hemiyan e û bo parastina YNKê jî çi pêwîst bike dê bikin. + +Cîgirê Talebanî, li ser derengketina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî gotiye, derengketina pêkanîna hikûmetê karîgeriyek nebaş daniye ser hemû warên jiyana xelkê û daye zanîn, dê vê helwesta xwe ji hemû hêz û partiyan re bêjin. + +Piştî ku çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû roja 31ê Çileya îsal were lidarxistin, hat paşxistin, her du cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berhem Salih, roja 1ê Sibata îsal di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, heta lidarxistina kongrê her cure desthilatek neqanûnî ye. + +Tişta balkêş di daxuyaniyê de ew bû ku Kosret Resûl û Berhem Salih di bin daxuyaniyê de tenê navên xwe yên normal nivîsîbûn û xwek cîgirên sekreterê giştî nedabûn nasîn. + +Piştî vê daxuyaniyê, Berhem Salih bi awayekî eşkere ragihand, ew heta lidarxistina kongrê wek endamekî normal ê YNKê ye û bi vî awayî dest ji karê xwe kişand. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li bajarê Ruwanserê yê parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, jinekê xwe şewitand û di encamê de can da. + +Li gorî malpera Kurdpa, şeva borî li devera Şaho ya girêdayî bajarê Ruwanserê li parêzgeha Kirmaşanê, jina bi navê Fehîme Kerîmî di temenê 21 salî de xwe şewitand. + +Li gorî nûçeyê, wê jinê ku dayika zarokek 3 mehî bû, ji ber arîşeyekî civakî dawî bi jiyana xwe aniye. + +Her wiha li gorî agahiyên çalakvaneke mafên jinan li bajarê Ruwanserê eşkere kir ku di nav 22 salên borî de 25 jin li devera Şaho ya Ruwanserê ji ber sedemên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne. + +Devera Şaho ji 2 gundên bi navên Qişlax û Mesûr Axeyî pêk hatiye û li gorî amara sala 2006an, 3 hezar û 151 kes li wê deverê dijîn. + +Wan (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, diyar kir ku Tirkiye dixwaze pêwendiyên qetiyayî yên digel Herêma Kurdistanê dîsa girêbide û da zanîn, sala 2008an bi awayekî veşartî li Bexdayê, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk dihanî lê niha bi eşkere li Hewlêr, Wan û Stenbolê li hev dicivin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, roja şemiya borî (15.03.2014) li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê girêbestek li ser ";hêsankariya veguhestinê li ser sînoran"; îmze kirin. + +Ehmed Davûtoglu, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û ragihand, di nav çend salên borî de rewş gellekî hatiye guhertin û niha asta pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê pir bilind e. + +Davûtoglu, li ser helwesta Amerîka li ser rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bo hinartina petrolê jî axivî û diyar kir, divê Amerîka ji vê rêkeftinê memûn be ji ber ku ev yek sûda wê ji şîrketên amerîkî, bazara cîhanê re jî heye. + +Tevahiya hevpeyvîna Rûdawê bi Ehmed Davûtoglu re dê di hejmara nû ya Rojnameya Rûdawê çapa Ewropa were belavkirin… + +Amed (Rûdaw) – Daxwaza berdana 92 girtiyên doza KCKê bi hêceta ku ";dê herin serê çiyê"; ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. + +Beriya niha parêzerên girtiyên KCKê daxwaza berdana 92 girtiyan kiribûn lê dîsa daxwazên xwe paşde vegerandibûn. + +Ligel vê yekê, dadgeha 2emîn a cezayê giran a Amedê daxwaza parêzerên doza KCKê nirxand û bi hêceta ku ";tirsa wê heye herin ser çiyê û tevlî rêxistinê (PKK) bibin"; daxwaza berdana wan red kir. + +Yek ji parêzerên KCKê Cîhan Aydin jî ev biryara dadgehê riswayî bi nav kir û ragihand, ligel ku daxwaza berdanê paşde hatibû vegerandin dadgeh biryarê dide, ev li dijî hiqûqê ye. + +Kobanî (Rûdaw) - Li başûrê herêma Kobanî û li nêzîkî navenda ceh û genim û çaterêra Sirînê, şer û pevçûn di navbera YPGê û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de berdewam dikin. +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li herêma Kobanî, heta niha di encama şer de, şervanekî YPGê bi navê Fadil Hacî jiyana xwe ji dest daye. +Li gorî agahiyan, termê wî şervanê YPGê îro li goristana gundê Termik hat binaxkirin. +Tê gotin, kuştî û birîndar di nava hêzên DAIŞê de jî hene lê hejmara wan nehatiye zanîn. +Li roavayê herêma Kobanî jî, DAIŞ di çend rojên borî de herdu bajarokên Şiyûxê Jorîn û Şiyûxê Jêrîn xistine bin kontrola xwe. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di çarçoveya propagandayên hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li bajarê Dêrsîmê mîtîngekê li dar xist. Kiliçdaroglû têkildarê 'pêvajoya aştiyê' got: "Li gellek cihan hemwelatî ji min dipirsin, 'Ger AKP biçe, pêvajoya aştiyê dê çi bibe'. Ez ji Dêrsîmê bang dikim, pêvajoya aştiyê di bin zefta ti kesî de nîne." Kiliçdaroglû, he rwiha got ku ew ji Dêrsîmê ye bi dêrsîmîbûyîna xwe jî serbilind e. + +Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû digel hevjîna xwe Selvî Kiliçdarogû û rayedarên partiya xwe îro piştî danê nîvro beşdarî mîtînga ku li Meydana Seyîd Riza hat lidarxistin bûn. Beriya destpêkirina axaftina Kiliçdaroglû, tomarên ku tên îdîakirin ku dengê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û kurê wî ne, li amadebûyiyan dan guhdarîkirin. Di hedefa gotinên Kiliçdaroglû de Erdogan û hikûmeta wî hebû. Kiliçdaroglû, Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî bi 'dizî, derewînî û sextekariyê' tometbar kir. + +Kiliçdaroglû yê ku pêştir bi taybetî ji dêrsîmîbûyîna xwe direviya, diyar kir ku ew ji Dêrsîmê ye û bi dêrsîmîbûyîna xwe jî serbilind e. + +Ji ber Kiliçdaroglû xwedî li dêrsîmbûyîna xwe dernediket, gelek caran diket ber rexneyên tûj ên Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan. Di vî warî de Kiliçdaroglû got: "Madem Erdogan ew çend ji Dêrsîmê hez dike, bila pêşnûmeya qanûnî qebûl bike, em navê Dêrsîmê lê vebigerînin. Du sal e pêşniyara me ya qanûnî rawestiyaye, ji ber ku ew sextekarekî ye, ew derewînekî ye, ew dizekî ye, ji ber ku ew ji gelê xwe re rast naaxive." +Der heqê pêvajoya aştiyê de Kiliçdaroglû wiha peyîvî: "Gelek hemwelatiyên me dipirsin, 'Ger AKP ji nav biçe, dê pêvajoya aştiyê çi bibe'. Ez ji Dêrsîmê bang dikim, pêvajoya aştiyê di bin zeft û kontrola ti kesî de nîn e. Ger li ser vê axê aştî pêk bê, partiya ku bikare vê yekê pêk bîne, CHP ye. Bila her kes ji vê yekê agahdar be. Di vê serdema hilbijartinan de me bi taybetî dirûşmeya ku 'Hêza Yekxistina Tirkiyê' bi kar anî. Rojhilat, rojava, başûr, bakur ez hemû hemwelatiyên xwe hembêz dikim. Ez bi ti awayî qebûl nakim, di warê nijad û baweriyê de pirs bên arastekirin. Nasname, mezheb û baweriya kê çi dibe bibe, cihê her kesî li ser serê min heye. Ez hêza yekxistina Tirkiyê me, ez ji vê yekê bawer dikim." +Digel ku piştî AKPê herî zêde benda ji sedî 10 di sûda CHPê de ye, wekî hemû serokên partiyên Tirkiyê yên 'serdest', Kiliçdaroglû jî îdîa kir ku ger bi ser bikevin, dê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rabikin. Di vî warî de Kiliçdaroglû wiha domand: "Benda ji sedî 10 ya hilbijartinan, Kenan Evren û hevalên wî di makeqanûnê de bi cih kir. Înşalah rakirina vê bendê dibe nisîbê me. Em ê hemû qanûnên derbeyê (Rûdaw: Kodeteya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê) biguherînin. Em ê îtîbar û giramiya şitilên me yên gênc jî li wan vegerînin." +Ji bilî navçeyên Dêrsîmê digel ku ji bajarên derdora Dêrsîmê wekî Ezirgan, Xarpêt û Çewlîgê gelek kes beşdarî mîtîngê bûn, lê belê girse di gelek binê bendewariya CHPê de ma. Di mîtîngê de alîkarên Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak, Gokhan Gunaydin, Perîhan Sari û parlamenter Kamer Genç û Huseyîn Aygun jî li kêleka Kiliçdaroglû amade bûn. + +Kemal Kiliçdaroglu û hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglu li Dêrsimê + + +Hewlêr (Rûdaw) - BBC ragihand, li Rojavayê Kurdistanê cemawer û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêtir in. +Peyamnêrê BBC ê bi navê Jîm Moyir di rapora xwe de tîne ziman ku fermandarên YPGê dibêjin ku wan di şerê bi DAIŞ û çekdarên din ên radîkal re bêtirî 500 şervanên xwe ji dest dane . +Rapor li ser zarê berpirsê pielebilind ê Tev-Demê Aldar Xelîl dibêje ku hin pirsgirêkên PYDê bi opozîsyona din a Sûriyê re heye lê pirsgirêka wan a sereke bi DAIŞ û Cebhet el-Nusrayê re ye. +Di raporê de hatiye gotin, tevî ku PYD birêveberiyeke xweserî li 3 kantonan ava kiriye lê berpirsên wê partiyê dibêjin ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bibin an jî otonomiyekê weke kurdên Başûr ava bikin. +Aldar Xelîl ji BBC re diyar kiriye ku tevî ku ew dixwazin rêjîmê biguherînin lê ew beşek ji Sûriyê ne û ew hêj bi dewleta navendî ve girêdayî ne. +Nûçegihanê BBC dibêje ku xuya ye ku PYD hêj bi rêjîma Sûriyê ve girêdayî ye ji ber ku wêneyeke mezin a Beşar Esed li ser ofîseke postan li nava Qamişloyê daleqandî ye û herwiha peykerekî Hafiz El-Esed serokê berê yê Sûriyê hêj li Qamişloyê heye tevî ku peykerên wî li Sûriyê gellekî kêm mane. +BBC dibêje ku ji xelkê re tiştek xuya ye ku hemahengî navbera rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratî de heye ji ber ku heya niha rêjîma Sûriyê hêj mûçeyên karmendan li Rojavayê Kurdistanê dide. +Di beşek din a raporê de hat ziman ku gellek partî li Rojavayê Kurdistanê ji PYD nerazî ne ji ber ku, weke ew partî dibêjin, PYD dixwaze xwe bi hêza xwe li ser xelkê ferz bike. +Di dawiya raporê de hatiye xuyakirin, tevî ku PYD li ser erdê desthilatdar e lê Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bingeha wê ya cemawerî berfirehtir e. + + +Efrîn (Rûdaw)- Her 5 keçên ku bi tometa xwarina hebên hişbir ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Efînê ve hatibûn girtin, derengiya şeva borî hatin azadkirin. + +Duh sibehê asayişa PYDê 5 xwendekarên keç li nav dibistana Emîr Xûbarî ya li bajarê Efînê girtin û ji malbatên wan re gotin ku ";keçên wan hebên hişbir xwarine";. + +Malbatên xwendekaran jî nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin bijîşk biryara dawî bidin, di encama nerazîbûna malbatan de 3 xortên din ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku şeva borî dora saet 12, asayişa PYDê her 5 xwendekarên keç û her 3 xort jî serbest berdan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, asayişa PYDê berî ku xwendekaran berde ji malbatên wan re gotiye ku keçên wan heb nexwarine û sedema girtina wan ew bû ku ";di dema xwendina dersan de tevlîheviyê û muşaxibiyê dikin";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her 5 xwendekarên keç gotine ku di dema lêpirsînê de ew rastî ti îşkence yan lêdan û sivkatiyekê nehatine. + +Malbatên xwendekaran duh gefa wê yekê xwaribûn ku eger keçên wan neyên berdan ewê îro xwepêşandanê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di pîrozbahiyên cejna Newrozê li herêma Cizîrê de hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da. + +Serokê Baroya Parêzerên ya Noşîrwan Elçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Duh li bajarokê Cizîra Botan, dema pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin de û di encama gulebarandineke bê serûber de hemwelatiyê bi navê Garîp Taşkin jiyana xwe ji dest da";. + +Hat ragihandin tevî ku polîsên Tirkiyê li gelek kolanên bajarokê Cizîrê de rê nedan xwepêşandanên Newrozê, lê li kolana Cûdî û Yasefê de ciwanan tekerên otomobîlan pêxistibûn û di wê demê de ji aliyê grûpeke nenas de gule bê serûbser hatin berdan. + +Noşîrwan Elçî herwiha got ";Di encama wê gulebarandinê de, hewelatiyê bi navê Garîp Taşkin ku li ser çemê Dicleyê nêçîra masiyan dikir hin ji wan guleyan li dilê wî ket û tevî hemû destêwerdanên nexweşxaneya dewletê li Cizîrê, lê wî jiyana xwe ji dest da";. + +Tevî hemû destêwerdanên polîsan, lê ev demeke li Cizîrê di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn derdikevin û bi nîzîkbûna Newrozê ev pevçûn tundtir dibin. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê îro serê sibehê di nava 4 deqeyan de 2 erdhij çêbûn. + +Hate zanîn ku çavkaniya her du erdehajn li gundê Peyanis bû ku tundiya wan 3.8 û 3.4 li ser pîvera Rexterê bû. + +Erdheja yekem saet 8.12 deqeyan ya din jî saet 8.16 bi dema Bakurê Kurdistanê pêk hatin. + +Di encama her dy erdhejaan de çi ziyanên madî û canî nebûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Strasburgê îro derbarê rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan de wê Dadgeha Mafên Mirovan biryarê bide. + +Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa li bajarê Strasbug li Fransayê li ser doza Ocalan ku cezayê hetahetayê li girava Îmraliyê diqedîne, wê îro biryarê bide. + +Li gor medyaya Tirkiyê, Dadgeha Mafên Mirovan wê li ser qanûnên ku serbestberdana Ocalan asteng dike û rê nade ku rewşa wî di girtîgehê de baştir bibin, raweste. + +Herwiha Dadgeh Mafên Mirovan dibêje ku ew madeyên serbestberdana Ocalan asteng dikin li dijî madeya 3 û 8 ji peymana mafên mirovan ya Ewropa ye. + +Hat ragihandin ku dîsa wê Dadgehê Mafên Mirovan li ser daxwazên parêzerên Ocalan ku muwekilê wan bi jehra madeyên Kirom û Sodiyom hêdî hêdî di girtîgehê de tê jehrkirin, raweste. + +Ocalan ji 15ê sibata 1999an de di girtîgeha Îmraliyê de ye û cezayê hetahetayê derheqê wî hatiye birrîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya derbarê ku Tirkiyê xalên duyemîn û sêyemîn û heyştemîn yên DMMEê binpêkirine de, Tirkiye mahkûm kir. + +Li gor medyayên nêzîkî PKKê DMMEê di biryara ku daye de, îtîraza Ocalan ya ku qanûnên Tirkiyê îhtîmala berdana wî asteng dike de, mafdar dît . + +DMMEê destnîşan kir ku girtina hetahetayê tê wateya tecrîdeke sosyal ya hetahetayê û Tirkiyê di warê binpêkirina xala sêyemîn de jî sûcdar dît. + +DMMEê aşkere kir ku sêyemîn xala DMMEê ya ku pêkanînên xerab li ser girtiyan qedexe kiribû, lê Tirkiyê ji ber ku ew xal binpêkiriye ew mahkûm kir. + +Li aliyekî din jî hat ragihandin ku DMMEê Tirkiyê bi qasî 25 hezar sterlînê îngîlîzî mahkûm kir. + +Rêberê PKKê Abdula Ocalan ji 15 subata 1999an de girtiye li girava Îmraliyê, û bi cezayê darvekirinê hatî mehkûm kirin, lê ji ber ku ew ceza li Tirkiyê qedexeye, bi cezayê hetahetayê hat mehkûm kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad dest ji karê hizbî berda û Yekîtiya Siyasî ya ku partiya wî jî yek ji endamê wê ye, rexne kir. + +Xeyredîn Murad ku endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso bû, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. + +Murad ku di sala 1949an de jidayikbûye, di daxuyaniya xwe de lêborîn ji heval û hogirên xwe yên partiyê xwest û got ";ew di van şert û mercên ne zelal û tevlîhev de û vê rewşa ku hevsengî û serxwebûn û nêrîneke stratejîk a zelal tê de peyda nabe, êdî nikare karê hizbî bike";. + +Xeyredîn Murad ku di navbera salên 2005 heta 2011an de sekreterê Partiya Azadî bû berî ku perçe bibe, tevî ku karên Yekîtiya Siyasî rexne kir, lê hêvî xwest ku partiyên wê di kongreya xwe ya ku biryare heta 5ê nîsanê bê lidarxistin de serkeftî bin. + +Sekreterê berê yê Partiya Azadî herwiha got ";ew li her du encûmenên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û herwiha li hemû hêz û partiyên Kurdistanê li hemû qadan, wek hevdu dinêre"; û xwe dûrî ti aliyekî ji wan nabîne. + +Xeyredîn Murad kî ye? + +Sala 1949an li gundê Kêlhesenakê yê ser bi nahiyeya Tirbesiyê ve jidayikbûye. + +Sala 1965an bû endamê Patiya Çep a Kurd li Sûriyê. + +Sala 1970 ji aliyê hêzên ewlekariya siyasî li Qamişlo hat girtin û Sal û nîvê di zindana Qelhe ya navendî li Şamê ma. + +Di pileyên hizbî de bilind bû heta ku bû sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê. + +Sala 2005an bû sekreterê Partiya Azadî ku di encama yekgirtina Partiya Çep û Partiya Hevgirtina Gel de hat avakirin. + +Di kongreya duyemîn a Partiya Azadî di dawiya sala 2011an de xwe ji bo sekreteriyê kandîd nekir û bû endamê Polîtbîroyê. + +Di 18ê adara 2014an de bi yekcarî dest ji kar hizbî berda + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Întîzamî yên Îranê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma Kuleçarşemê qedexe kir. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li bajarê Urmiyê hêzên Întîzamî yên Îranê di nava cadeyan de amade ne û gef li xelkê dixwin û ji xelkê re gotin ku eger ew merasîma Koleçarşemê birêve bibe ewê rastî lêpirsînê werin. + +Di nêzîkatyên wê cejnê de jî hêzên Polîs û Mihemed Qureyşî pêşnimêjê şî'eyan û nûnerê Rêberê Îranê li bajarê Urmiyê Elî Xamneyî derbarê lidarxistina merasîmên Kuleçarşemê hişyar dabû xelkê û gotibû ku bi awayê tesaduf ew roj dikeve salroja mirina yek ji îmaman û bi wê sedemê merasîmên Koleçarşemê qedexe raghandibû. + +Kuleçarşemî cejneke ku di êvara roja sêşemê de agir tê hilkirin û weke şeva dawîn a çarşema salê cejin tê kirn. + +Hênceta berpirsên oldar ên Îranê ji bo lidarnexistina wê merasîmê jî ewe ku hilkirina agir ";şeytanperestiyê"; digehîne û ne li gorî ola Îslamê ye. Lê pêrewên ola Zerdeşt wî agrî yek ji pîroziyên xwe didin zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rûsyayê ragihand ku ji îro û bi şûn de Kirîma beşek ji xaka Rûsyayê ye. +Pêr,18.03.2014, û li ser daxwaza Parlamentoya Kirîma, referandomek ji bo serxwebûna wê herêma girêdayî Ukrayna û tevlîbûna wê di nav Rûsya de hat kirin û di encam de 97% ji xelkê wê herêmê deng dane serxwebûna herêma xwe. +Serokê Rûsya Vladimir Pûtin piştî ku duh, serxwebûna herêma Kirîma ya Ukraynayê pesend kir, îro ji hikûmet û parlamentoya welatê xwe xwest ku tedbîrên pêwîst bisîtin ji bo ku Kirîma tevlî Rûsya bibe. +Li gor ajansa Reutersê, îro,18.03.2014, Serokê Rûsya Vladimir Pûtin ligel serkirdeyên nû yên Kirîmayê rêkeftinek îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê Kirîma bi fermî bû beşek ji xaka Rûsyayê. +Ev rêkeftina piştî wê yekê hat ku Pûtin li koşka Kirêmlînê gotarek pêşkêş kir ku tê de rexneyên giran li welatên rojava girtin û got: ";Hewlên welatên rojava bi sepandina cezayan li ser Rûsya, serederiyeke dujminane ye"; û soz da ku ew dê bersiva wan bidin. +Piştî ragihandina serxwebûna herêma Kirîma û danasîna wê ji aliyê Rûsya ve, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Kanada jî çend berpirsên Rûsya û Kirîma ceza kirin. +Herwiha NATOyê biryar da ku çavekî di têkiliyên xwe ligel Rûsya re derbas bike û hevkariya piratîkî ya ligel Rûsya jî rawestand. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, bi Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr re li ser pêkanîna hikûmetê û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê civiyan. +Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm, ji Rûdawê re got, organîzatorê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa serdana navenda giştî ya Komelê kir û bi emîrê komelê Elî Bapîre re hevdîtin pêk anî. +Li ser naveroka civînê, Mihemed Hekîm da zanîn, di civînê de behsa derengketina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, bûdceya Iraqê û kêşeya nedayîna mûçeyên karmendên Kurdistanê her wiha aloziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye axaftin. +Berdevkê komela îslamî li ser wan îdiayên ku dibêjin, Gorran li pey hêzên din digere ku bi wan re bibe opozîsyon, ragihand, tiştekî wisa nehatiye gotin û Newşîrwan Mistefa jî tiştekî wisa ji komela îslamî nexwestiye. +Di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Kurdistanê de, Tevgera Gorranê karî di rêza duyemîn a hilbijartinan de cî bigire. Partiyên îslamî jî di rêzên çaremîn û pêncemîn de cî girtin. + +Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê papora (piremêz) gazê bi malekê de teqiya û di encam de 3 zarok tevî diya xwe şewitîn û niha rewşa zarokekê ji wan, bi navê Aya ku temenê wê 3 salin, gellekî xirab e û ji ber giraniya birînên wê pêdiviya wê bi çareseriyê heye lê ji ber xirabiya rewşa aborî ya malbata wê ew dê berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê da hinek kes alîkariyê bi wan re bikin ji bo çareseriya wê keça biçûk. +Bavê Aya li Bakurê Kurdistanê kar dikir da ku xwarina zarokên xwe peyde bike û ji wan re bişîne Rojavayê Kurdistanê, dma ku ev bûyer bi serê wê male de hat, Aya birin nexweşxaneyên herêma Cezîrê lê ji ber giraniya birînên wê çareseriya wê li wan nexweşxaneyan peyda nebû. +Bavê Aya ji Rûdawê re got: ";Em dixwazin herin Başurê Kurdistanê û li wê derê em bi hêvîne ku rêxistinên navdewletî û hawarhatinê alîkariya me bikin da Aya bê çareserkirin û rewşa wê wek berê vegere."; +Malbata Aya wê sibe, 19.03.2014, berê xwe bidin Başurê Kurdistanê bi hêvya ku hinek alikarî bi wan re bikin û li nexwşxanê Başûr derman bibin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e heya roja 5ê Nîsana bê, Yekîtiya Siyasî kongreya xwe ya yekîtiyê lidar bixe ji bo ragihandina partiyeke nû li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyên taybet yên Rûdawê ragihandin ku di çarçoveya civînên di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de li Hewlêrê, biryara xwe ya dawî dan, ew jî lidarxistina kongreya yekîtiyê ye ji niha û heya 5ê Nîsana îsal. + +Li gor heman çavkaniyan, ku nexwestin navên wan bên aşkere kirin, diyar kirin ku niha komîteya amadekar tedbîrên taybet dike ji bo grêdana kongreyê. + +Biryar bû di roja 3ê Adarê de Yekîtiya Siyasî kongra xwe lidar xistiba, lê ji ber ku 135 endamên kongrê ku dxwestin di rêya deryê sînorî yê Sêmalka re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin rê bo wan nehat dayîn, ji ber wê jî kongre hat paşxistin û rêveberiya deriyê Sêmalka ji aliyê xwe ve ragihand ku wan kesan razîbûna Wezareta Navxwe ya Kantona Cenzîrê werinegirtibûn. + +Yekîtiya Siyasî di 15ê Kanûna 2012an de û di navbera 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê de (Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê-El Partî, her du baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê) hat raghiandin, paşê partiya Yekîtî xwe jê vekişand û li şûna wê Partiya Yekîtiya Kurdistanî cih girt. + +Li gor çavdêrên siyasî, armanca her çar partiyan ew e ku di nav yek partiyê de bibin yek, lê heya nekarîne wê armancê pêk bînin. + +Lewma çavdêr dibêjn ku heger vê carê kongra Yekîtiya Siyasî neyê girêdan dibe ku şêwazekî din ji yekgirtinê di navbera partiyên Rojavayê Kurdistan de bê dîtin + + +Germiyan (Rûdaw)- Du endamên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li bajarokê Kifrî ye ser bi devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ve hatin girtin. + +Çavkaniyekî ji asayişa Germiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Sêşem, li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyan ve, du endamên DAIŞê hatin girtin ku pileya yekî ji wan Walî bû."; + +Herwiha wî jêderî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ragihand, berî niha biryara girtina wan li gor madeya 4 ji yasaya Iraqê hatibû derxistin û da zanîn, dê sibe jî ew du kes radestî polîsên parêzgeha Diyala bên kirin, ji ber ku fermana girtina wan ji wê derê ve hatibû derxistin. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, ev demek bû ku wan her du kesan xwe li Kifrî veşartibûn û piştî ku lîsteyek bi navê kesên daxwazkirî gihîşt asayişê, ji aliyê dezgeha nehiştina tawanan li Diyala, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirin û di encamê de ew kes hatin girtin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad ragihand ku heta niha Yekîtiya Siyasî ti stratîjiyeke siyasî û mekanîzmeke kar ji xwe re amade nekiriye. Li ser lihevnekirina her du encûmenên Rojava jî Murad wiha got: EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê. +Xeyredîn Murad ku niha endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso ye, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. Murad ku îro, 18.03.2014, beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê li ser Rûdaw TV bû, ragihand ku wî dest ji karê siyasî bernedaye lê tenê wî dest ji karê hizbî û rêxistinî berdaye. +Xeyredîn Murad, rexne li serkirdatiya Yekîtiya Siyasî girt û got: ";Ez hatim Hewlêrê da ez beşdarî kongreyê Yekîtiya Siyasî bibim, lê mixabin min dît ku serkirdeyên Yekîtiya Siyasî û komîteya rêveber a ku amadekariyan ji bo lidarxistna kongrê dike, ti kar nekirine."; +Herwiha Murad berdewam kir ku ";Heta niha hê Yekîtiya Siyasî bernameya xwe ya siyasî û rêxistinî amade nekirine, pêwîstbû piştî sal û nîvekê ji ragihandina vê yekîtiyê bingehek baş û bihêz hatiba danîn, lê mixabin wiha nebû."; +Murda berdewam kir û got: ";Heta niha ti stratîjiya siyasî û mekanîzmek kar û xebatê ji vê yekîtiyê re nehatiye danîn û ev nû du rojin ku li ser wan her du bernameyan kar tê kirin."; +Wî siyasetmedarê Rojava her wiha amaje kir ku ev demeke ku serkirdatiya Yekîtiya Siyasî karê xwe li Hewlêrê dike lê heta niha wan tiştek bidest nexistine û diyare ku ";Destpêşxerî di dest wan de nîne di vê derbarê de."; +Xeyredîn Murda, destnîşan kir ku pêwîste kurd hemû lihev bicivin, û pêwîste Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) bi hev re hevkar bin û bi yek nêrîn û yek helwêst bin. +Herwiha derbarê lihevnekirina EGRKê û ENKSê de Murad got: ";Helbet hin sedem hene, niha her yek ji EGRKê û ENKSê bûye hevalbenda aliyekî, EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê."; +Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û biryar bû ku di 3ê Adarê de kongreya xwe ya yekîtiyê lidar xistiba da bibn yek partî, lê li gorî daxuyaniya Yekîtiya Siyasî ";Ji ber ku rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê nedan endamên kongreya wan derbasî Başûrê Kudistanê bibin"; kongreya xwe paş xistin. +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare heta 5ê meha Nîsanê Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixe. + + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojava û başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û li nêzîkî herêmên Şiyûx û Sirînê, şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina gel (YPG) û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAîŞ) ya girêdayî Qaîde berdewam in. + +YPGê ku baskê leşkerî PYDê ye di daxuyaniyekê de ragihand ";Di şerê li başûrê Kobanî û gundên derdora wê de, şer navbera wan û çekdarên DAÎŞê derket û di encamp de 3 çekdar hatin kuştin û cenazeyên 2 emîrên DAÎŞê di destê me de ne";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê bi çekên giran êrîşî her du gundên Cehde û Işmê yên li başûrê rojavayê Kobanî kirin û di encam de çend gundiyên sivîl birîndar bûn. + +YPGê herihwa aşkere kir ku di wî şerî de şervanên wan 4 çekdarên DAÎŞê kuştin û cenazeyê emîrekî wan ku bi eslê xwe misrî ye niha di destê şervanên wê de ye. + +Her li gor daxuyaniya YPGê, li gundê Xurus li başûrê rojavayê Kobanî jî şer di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de derket û di encamp de 9 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, di nav de du emîrên wan ên bi navê Ebû Yûsif el-Tenfîzî û Adem el-Şîşanî hene. + +YPGê diyar kir ku di şerê navbera wan û DAÎŞê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. + +Li hember vê yekê, YPGê bangewaziyeke fermî derxist û tê de seferberiya giştî li herêma Kobanî ragihand û ji hemû hêzên miletê Kurd xwest ku ew bi tev de li dijî êrîşên DAÎŞê li ser xaka herêma Kobanî derkevin û wê biparêzin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê û di encama êrîşa çekdarekî de 6 kes hat kuştin û pişt re wî çekdarî xwe kuşt. + +Li gor medyaya Tirkiyê, îro dora saet 8.30 bi dema Tirkiyê, çekdarekî bi navê Weysî Eren êrîşî rêveberiya amaran a Tirkiyê Li Kolana Ataturk a bajarê Qersê kir û di encam de 6 kes hatin kuştin û pişt re kesê çekdar xwe jî kuşt. + +Hat zanîn ku Weysî demekê di heman rêveberiyê de xebitiye. + +Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û cenaze rakirin nexweşxaneyên cuda. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li Erebistana Siûdî piştgiriyê nade karên terorîstî li Iraqê û divê Iraq têkiliyên xwe ligel hawîrdora xwe bi hêz bike. + +Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya el-Şerq el-Ewset ya erebî re got ";Me berî niha nizaniye ku Siûdiyê piştgiriya karên terorîstî li Iraqê dike û haya me ji ti dosyeyekê tine ye ku Siûdiyê bi piştgirîkirina rêxistin û grûpên terorîstî li Iraqê tometbar dike";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku şahê Siûdiyê Şah Ebdullah yasa û biryarên tund li dijî rêxistinên terorîstî derxistine û got ";Ligel van hemû yasa û biryaran, çawa Siûdiyê bi piştgirîkirina terorê tê tometbarkirin";. + +Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel televizyona France24 her yek ji Erebistana Siûdî û Qeter bi piştgirîkirina karên terorîstî li Iraqê tometbar kiribû. + +Derbarê vê yekê de, Nêçîrvan Barzanî got ";Ez matmayî dimînin bê çawa Malikî piştî rojekê ji derxistina wan yasa û biryarên li dijî teror û terorîstan, Siûdiyê tometbar dike";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Pêwîstiya Iraqê îro bi wê yekê heye ku têkiliyên xwe ligel welatên erebî bi hêz bike, bi taybet ku niha Iraq di krîzên ewlekarî û siyasî yên ku gefê li demokrastiyeta wê dike de derbas dibe";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew tometên Malikî dibe ku ji bo mebestên hilbijartinê bin û hêvî xwest ku di warê têkiliyên bi welatên cîhanê re Iraq sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev nêzîkî 8 mehane 2 malbatên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Stenbolê dijiyan, wendayî ne û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Îbrahîm Cemîl Horo û hevjîna wî Beheşt Mihemed Emîn Îsa û birayê wî Îsmaîl Cemîl Horo û hevjîna wî Mîdya Mihemed Emîn Îsa berî nêzîkî 8 mehan ji Helebê ber bi Stenbolê ve çûn û piştî heftiyekê xeber ji wan qut bû. + +Bavê Beheşt û Mîdya, Mihemed Emîn Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku her du keçên wî berî nêzîkî 8 mehan ligel mêrên xwe ji bajarê Helebê çûn Stenbolê û li wir ligel malbata xezûrê xwe xaniyek bi kirê girtin. + +Îsa diyar kir ku piştî gihiştin Stenbolê bi heftiyekê, her du keçan telefona dayika xwe kirin û ji wê demê de ti xeber ji wan tine ye. + +Îsa got ";Me hejmara telefona ku pê peywendî kirine li cem xwe qeyid nekiriye, lê me pişt re gelekî hewl da ku xwe bigihînin wan û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e";. + +Îsa ku bi xwe xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Başûrê Kurdistanê koçber bûye, daxwaz kir ku her kesê zanyarî li ser her du malabatn li cem wî hebe bila rabigihîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî navçeyên derdora herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ";Di demekê de grûpên Artêşa Azad li Şam, Deraa, Hums û Helebê şerê hêzên rejîmê dikin, çekdarên terorîst ên DAÎŞê navçeyên Kurdan dorpêç dikin û êrîşê wan dikin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê ev demeke êrîşî navçeyên Kobanî dikin û gelek komkujî li bajarên Cerablus, Şiyûx û Sirînê kirine û bi dehan kesên sivîl û şervanên Artêşa Azad îdam kirine. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞê gef li gundên Kurdan li herêma Girê Spî xwarine û ji xelkê xwestine gundan vala bikin da ku ji xwe re bikin navendên leşkerî. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê tevî şermezarkirina wan êrîşan, daxwaz ji gundiyan kir ku ji axa xwe dernekevin û nehêlin çekdar derbasî gundên wan bibin, herwiha bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku destên hev bigirin û nehêlin grûpên çekdar ewlekariya herêma wan têk bibin. + +Her di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û hemû beşên din ên civaka Kurdî bi berpirsyariya li ser milên xwe rabin. + +Enqere (Rûdaw)-Nameya serokê PKKê Abdulah Ocalan ku biryare roja înê (21.03.2014) li newroza Amedê bi tirkî û kurdî bê xwendin gehişt destê şanda BDPê. + +Gorî agahiyên peyamnerê Rudawê bi destxistine name îro ( 19.03.2014) bi rêya wezareta Dadê gehişte destê şanda BDPê. + +Derbarê naveroka nameyê de her çend agahî ne hatibin dan jî tê pêşbînî kirin ku Ocalan di nameya xwe de nirxandineke berfireh li ser proseya aştî û çareseriyê bike. name dê di newroza amedê de bi zimanên tirkî û kurdî bê xwendin + +Hewlêr (Rûdaw)- Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê libnanî Ebdulwehab Bedirxan di paneleke taybet de ku duh, saet şeşê êvarê bi dema Hewlêrê li ser ekrana Rûdawê bi awayekî zindî hate weşandin,rola siyasî ya kurdên Sûriyê di rewşa niha ya Sûriyê de nirxand. + +Bedirxan ku bi awayekî sereke di rojnameya el-Heyat a Erebî de ku li Londonê derdiçe dinivîsîne, got: "kurdan li Sûriyê xwe ji nişkave di nava kirîzekê de dîtin ku rewşeke xweya taybet ne di sersiya rejîma ku em hêvî dikin bibe ya berê û nejî di sersiya şoreşa ku rû dabû zelal nekiribûn. + +Bedirxan diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyê de, rejîmê hewl da ku kurdan ber bi xwe ve vekşîne û opozisyon jî bi awayekî şaş derbarê kurdan de tevgeriya û bi tirs û bi heman eydyolocî û hişê kevin ê bi netewperestî û erebperestiyê barkirîbû nêzîkî daxwazên kurdan bû ku di rastiyê de çanda heman çavkaniya ku rejîmê jê vexwariye. + +Bedirxan got ew di wê baweriyê de ye ku rewş niha hinekî hatiye guhertin, ji ber ku beriya her tiştî Kurd an xwe bi xwe ji bo danûstandina bi rewşa Sûriyê re rêk xistin û li ser bingeha berjewendiyên xwe yên taybet û ev yek tê têgihştin û qebûlkirin û kurdan hewil nedan ku zer û ziyanê bighînin şoreşa Sûriyê û ev jî karekî baş e û zû tevlî biçekkirina şoreşê nebûn û ev yek jî şoreşa Sûriyê tê de ne serkeftî bû. + +ji aliyekî din ve, Bedirxan got ku rejîmê karîbû destê xwe derbasî nav rêzên kurdên Sûriyê bike di rêya paşmayên PKKê ku bi Ocelaniyên nû bi navkirin, ango Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi gotina wî lîstika rejîmê dilîze û zirar gihandiye doza kurdên Sûriyê, lê Bedirxan diyar kir ku beşek din ji kurdan ligel hevpeymaniya opozisyona Sûriyê kar dike û bi omîdî ye ku pirsa kurd di Sûriyeke demokrat de bê çareserkirin û got ev e rêya rast li pêş kurdan. + +Derbarê helwesta opozisyonê ji mafên kurdan, Bedirxan got opozisyon ne li dijî mafên kurdan li Sûriyê ye lê ew dibêje ku ew ne di rewşekê de ye ku karibe van mafan bi hûrgilî bipejirîne û da zanîn ku pêşketineke mezin di helwesta opozisyonê de ji mafên kurdan rû daye û tekez kir got divê opozisyon hemû mafên kurdan weke neteweyeke cîwaz qebûl bike. + +Di heman çarçoveyê de, rawêjkarê berê yê serokomarê Îraqê Celal Talbanî, nivîskar Kameran Qeredaxî diyar kir di sersiya vê rewşa zehmet de, pêwîst e ku kurd sûdê ji ezmûna tevgera kurdî li Başûrê kurdistanê û ji pêwendiyên xort di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de erbigrin ji bo darijandina hinek hevtêgihştina ku wê di berjewndiya wan de bin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ParlamenterêBDPê yê Şirnexê, Hasîp Kaolan ragihand ku, 945 pirsname di parlamanê de derbarê wî hatin vekirin, û piranî li ser mijarên raman û zimanê kurdî bû, û hemû car jî elenî bû. + +Kaplan di civîneke çapemeniyê di Parlamentoya Tirkiyê de diyar kir ku,çima ewqas hikûmeta AKPê dixwaze ew pirsname nehînî be, çima wek yên ku bi wan re kirine ne elenî bin. + +Hasîp Kaplan derbarê biryarên dadgeha mafê mirova ya Ewropayê ya ku girêdayî Ocalan de got, pêncî salî Tirkiyê dixwaze têkeve Yekîtiya Ewropa û ji bo wê jî hemû biryarên wan pêk tîne, lê dema ku mijar gihîşte Ocalan, dibêjin ew biryar wan girê na de. + +ParlamenterêBDPê yê Şirnexê da zanîn ku, serokê başûrê Afrîqiyayê Nîlson Mandela dema ku ji zîndanê derket pêvajo bi serxist. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bo cara yekem piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke Elmanya bo wergirtina çareseriyê, vîdyoyek bo Serokomarê Iraqê Celal Talebanî tê tomarkirin, û biryare di dema kampaniya hilbijartinan de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê vîdyoyê belav bike. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pizîşkê taybet yê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm di serdana xwe ya dawiyê de bo Talebanî li Elmaniyayê, ku roja 6-7 Adarê encamdaye, dîmenek vîdyoyî ligel xwe aniye ku tê de Talebanî derdikeve û di axive. + +Herwiha di wê dîmena vîdyoyî de derdikeve ku rewşa tendirûstî ya Talebanî ber başiyê ve çûye, her wek ku berpirsên YNKê tekez dikin. + +Rûwadê zaniye ku niha berpirsên pile bilind ên YNKê mijûlê amadekirin û montajkirina wê vîdyoyê ne, da di dema kampaniya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê de, ku biryare roja 01.04.2014 vdestpê bike, biweşîne. + +Celal Talebanî ku heman demê Sekreterê Giştî yê YNKê ye, ji dawiya sala 2012an ve ji ber kirîza mêjî li yek ji nexweşxaneyên Elmanyayê tê derman kirin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Şer û pevçûnên Ii navçeyên derdora herêma Kobanî û bi taybet li gundên Kurd û Ereban ên girêdayî bajarokê Sirînê, berdewam in. + +Li gor daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, ";di şerê li gundên Sirînê de şervanên YPGê û yên Artêşa Azad bi hev re şerê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dikin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê bi çekên giran wek topxane û tankan êrîşî gundên Sirînê dikin û ji ber vê yekê xelkê wan gundan ber bi bajarê Kobanî ve direvin. + +YPGê herwiha got ";Di şerê ku ji roja sêşemê de giran bûye, zêdetirî 70 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin"; di nav de 3 emîrên wê rêxistinê hene ku YPGê berî niha gotibû cenazeyên wan di destê şervanên wê de ne. + +YPGê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di şerê li nêzîk Sirînê de 3 şervanên YPGê û şervanekî Artêşa Azad jiyana xwe ji dest dan. + +YPGê herwiha aşkere kir ku têkiliya wê bi grûpeke şervanên YPGê re nemaye û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Ceazneyên her sê şervanên YPGê duh bi beşdariya hejmarek mezin a xelkê li goristana gundê Termik li herêma Kobanî hatin binaxkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya rojnameya Rûdawê ya Kurdên diyasporayê bi manşêt û mijarên gellekî girîng ket ber destê xwendevanan. + +Rûdawa çapa Ewropa di hejmara xwe ya 241 de mijarên girîng û balkêş dixe ber destê xwendevanên xwe û di serî de hevpeyvîna Rûdawê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ku tê de behsa pêvajoya aştiyê û çend pirsên girêdayî têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de dike. + +Herwiha Rûdawê ji bo şeydayên hunerê jî hevpeyvîneke taybet bi hunermend Şeyda re kiriye. + +Di hejmara nû ya Rûdawê de ev mijar cih digirin: + +-Sebriyeya 100 salî gihişt miradê xwe + +-Dîroknas: Siyaseta Tirkiyê ya Newrozê sextekariya dîrokê ye + +-Abdullah Gul li xwe mikur hat: Di meseleya Kurdan de me şaşî kir + +-Li Sûriya ketî Kurd mijûlî avakirinê ne + +-Zubêr Aydar bang li Kurd û Îsraîliyan dike + +-Li Başûr hejmara koçberan gihiştiye 600 hezaran + +-29ê Nîsanê peykerê Helepceyê tê danîn + +-Şeyda: Ez bêyî wî tine me + +-Çima Buhara Erebî bi ser neket? + +Ligel çend gotar û mijarên din ên civakî, bijîşkî û zarokan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurd gelek qurbanî dane û ew qurbanî wiha naçin û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û hêvî xwest herdem di xweşî û bexteweriyê de bin. + +Barzanî di peyama xwe de got ";Gelê me di rêya xebat û azadîxwaziyê re gelek êş dîtine û gelek qurbanî jî dane, ez dixwazim dilê ji wan re tekîd bikim ku xebat û qurbanîdana we wiha naçe û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye";. + +Barzanî diyar kir ku Kurdistan wê hemû astengan derbas bike û bêtir pêşbikeve. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemû aliyekî kir ku yekrêzî, tevahî û kultûra bihevrejiyan û aştîxwaziyê bihêztir bikin. + +Barzanî herwiha got ";Em bi hev re bi hêz in, em bi hev re serdikevin û welatê xwe pêş dixin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de daxwaz ji hemwelatiyan kir ku xweza û siruşta Kurdistanê biparêzin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku kabîneya heştem a hikûmetê bi beşdariya hemû aliyan bê pêk anîn, herwiha daxwaz kir ku hemû alî bihev re gavên mezin bo xizmetguzariyeke baştir û peydakirina xweşî û avedaniyê bo Kurdistaniyan biavêjin. + +Bi helkefta cejna Newrozê, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir. +Di peyamê de hatiye: ";Hatina cejna Newrojê û sersala Kurdî, cejna bihar, azadî û nûbûna jiyanê, bi germî li malbatên şehîdan, pêşmerge, hemû gelê Kurd û tevaya Kurdistaniyan li her cihekî pîroz dikin."; + +Herwiha Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku Newroza îsal ";Cejna kameranî, bihêzbûna pêkve jiyanê û lêborînê û bidestxistina hemû hêvî û xewn û xwestekên Kurdistaniyan di serkeftina yekcarî, azadî û bidestxistina hemû mafên xwe li hemû beşên Kurdistanê be."; + +Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku kabîneya heştem a hikûmetê bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn herwiha daxwaz kir ku hemû alî bihev re gavên mezin bo xizmetguzariyeke baştir û peydakirina xweşî û avedaniyê bo Kurdistaniyan biavêjin. + +Di dawiyê de jî, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê carek din cejna Newrozê li hemû akiyekî pîroz kir. + + +Hewlêr (Rûadw)- Hat zanîn, hevjîna serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê bibe. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi şandeke payebilind serdana Bakurê Kurdistanê dike ji bo beşdariyê di ahenga cejna Newrozê de li bajarê Amedê. + +Li gorî daxuyaniyeke Encumena Serkirdatiya YNKê, şanda YNKê ji Berpirsê Desteya Kargirî ya YNKê Mela Bextiyar, hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed û endamên polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre û Şalaw Kosret Resûl (bi nûneartiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî) pêk tê. + +Ev serdana şanda YNKê li ser vexwendina fermî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ye. + +Tevî YNKê, aliyên din yên siyasî li Herêma Kurdistanê jî ji aliyê BDPê ve hatine vexwenidn bo cejna Newrozê li Amedê, lê ti serkirdeyekî wan aliyan beşdarî merasima vêxistina agir li Amedê nabin û tenê wê nûnerên xwe bişînin. + + +Îdir (Rûdaw) – Endama şanda Îmraliyê û parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan, diyar kir ku eger nameya Ocalan a Newrozê ji aliyê hikûmetê ve cidî neyê girtin dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. +Îro li gellek bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi çalakiyên cur bi cur cejna Newrozê hat pîrozkirin. Li bajarê Îdirê jî BDPê cejna Newrozê bi mîtîngê pîroz kir. +Di mîtîngê de jibilî parlamenterên BDPê Pervîn Bûldan û Sirri Sakik, gellek berpirsên din ên BDPê û bi hezaran welatî beşdar bûn. +Pervîn Bûldan, ku di heman demê endama şanda Îmraliyê ye jî, axaftinek kir û ragihand, sibê li Amedê nameya rêberê PKKê Abdullah Ocalna a Newrozê dê were xwendin û got, ew name pir girîng e. +Bûldanê hişyarî da hikûmetê û diyar kir, eger ev name jî neyê cidîgirtin wê çaxê dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. +Sirri Sakik jî di axaftina xwe de ji hikûmetê xwest, divê destê Ocalan di pêvajoya aştî û çareseriyê de bihêzkirin ji ber ku eger wisa nebe dê dîsa şer û pevçûn dest pê bike. +Nameya Ocalan ku çend roj berê gihîşt destê rayedarên BDPê, dê sibê di cejna Newrozê ya Amedê de were xwendin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Biden cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurd pîroz kir û hêviya bextewerî û serkeftinê bo xelkê Kurdistanê xwest. + +Di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Cîgirê Serokê Amerîka cejna Newrozê li Barzanî û gelê Kurd pîroz kir. + +Li gor nûçeyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê peywendiyê de Biden û Barzanî behsa bihêzkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kirin, herwiha Cîgirê serokê Amerîka hêviya bextewerî û serkeftinê bo xelkê Kurdistanê xwest. + +Barzanî û Biden herwiha behsa rewşa siyasî li Iraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin, û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û lihevtêgehiştinê re bên çareserkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim ragihand ku teqîna ku 11ê Adarê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çêbûbû ";Dibe ku tiliya rejîma Sûriyê tê de hebe."; + +Roja, 11.03.2014, grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e, kirin û du xwekuja teqand ku di di encam de 12 kesan jiyanan xwe jidest dan. + +Mislim ku niha li welatê Norwîcê ye, ji ajanseke nêzîk PYDê re behsa şerê di navbera YPGê, ku baskê leşkerî yê PYDê ye, û rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de kir û got: ";Egereke mezin heye ku destê hikûmeta Sûriyê di wî şerî de hebe."; + +Herwiha Hevserokê PYDê balkişand li ser şerê di navbera PYDê û DAIŞê de, li derdoa bajarê Kobanî û wiha da zanîn: ";Nêzîk 100 kuştiyên DAIŞê hene, beşek ji cenazeyên wan jî di dest YPGê de ne."; + +Li aliyê din Salih Mislim da zanîn ku ";Tankên ku çekdarên DAIŞê bikar tînin, ên rejîma Sûriyê ne û heta niha em bigumanin bê çawa ew tanê ketine destê DAIŞê de."; + +Hevserokê PYDê got ku di hevdîtinên wan ên ku li Norwîcê berdewam dikin ";Nûnerên el-Parî, PYDê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê tê de cih digrin."; + +Amed (Rûdaw)- Îro şahiya herî mezin a Newroza Bakurê Kurdistanê li Amedê tê lidarxitsin, ku birayre tê de Parlamentera BDPê Pervîn Bûldan nameya rêberê PKKê Abdulla Ocalan bi zimanê Kurdî bixwêne. + +Li gorî ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji bajarê Amedê ragihandiye, gelek şand ji her çar aliyê Kurdistanê di Newroza li Amedê de beşdarin. + +Peyamnêrê me ragihand jî ku dê nameya Ocalan bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama şanda Îmraliyê û parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan ve û bi zaimanê Tirkî ji aliyê Cîgirê hevserokên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder, bê xwenidn. + +Ji aliyek din ve peyamnêrê Rûdawê li Amedê da zanîn ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Newroza li Amedê bûye. + +Herwiha birayre Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî nameya Barzanî di Newroza li Amedê de bixwîne. + +Ji aliyek din ve peymanêrê me da zanîn şande ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku ji Berpirsê Desteya Kargirî ya YNKê Mela Bextiyar, hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed û endamên polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre û Şalaw Kosret Resûl (bi nûneartiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî) pêk tê. + +Nameya rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja, 19.03.2014, bi rêya wezareta Dadê gehişte destê şanda BDPê. + +Duh, 20.03.2014, parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan, diyar kir ku eger nameya Ocalan a Newrozê ji aliyê hikûmetê ve cidî neyê girtin dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. + + +Amed (Rûdaw)- Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ragihand ku gelê Kurd bûye haveynê aşitî û biratiyê li seranserê cîhanê. + +Osman Baydemîr, di gotarekê de ku di ahenga Newroza li Amedê de pêşkêş kir, got: ";Şukir ji Xuda re ku êdî dayikên me nema digirîn, êdî nema cenazeyên polîs û gêrîlleyan bi ser me de tên."; + +Herwiha Baydemîr di gotara xwe de got ku êdî Kurd li seranserê cîhanê bûne ";Haveynê aşitî û xweşk û biratiyê."; + +Herwiha Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew dê bimîne di xizmeta Amedê de û hêvî ji xelkên Amedê xwest ku gerdena wî azad bikin û got: ";Ez xatir ji we dixwazim. Amed heqê xwe helal bike, û ez Gultan Kişanak û Firat Anli emaneta Amed û Xuda dikim."; + +Osman Baydemîr ji cemawerên li Amdê ragihand ku ";Roja 31ê Adarê emê Newroza duyem li bajarê Rihayê pîroz bikin."; + +Ev 10 sal bûn ku Osman Baydemîr di posta Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû. + +Niha jî Baydemîr namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê ye, ku li ser daxwaza rêberê PKKê Abdulla Ocalan hatiye namzet kirin. + + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk got ku heta rêberê PKKê Abdulla Ocalan azad nebe ";Aşitî û aramî pêk nayê."; + +Ehmed Turk di gotarekê de bi helkefta cejna Newrozê, ku li ahenga Neworza Bakurê Kurdistanê li Amdê pêşêş kir bixêr hatina mêvanên ji her çar aliyên Kurdistanê kir û got ku: ";Divê gelê Kurd yekîtiya xwe berfereh bike, xwe ji bo paşerojê re amade bike."; + +Serokê Giştî yê KCDê li ser nameya Ocalan got: ";Oclan di Newroza Amedê de carek din hizra xwe tîne ziman."; + +Ehmed Turk da zanîn jî ku ew ";Dixwazin dengê gelê Kurd bighînin hemû cîhanê, bi rengê partiya xwe, bi rengê partiya Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) hemû bajarên Kurdistanê bikin bi rengê azadiyê, bikin bi rengê bi rengê partiyê û bikin bi rengê Kurdistanê."; + +Herwiha Ehmed Turk amaje kir ku gelê Kurd Ocalan nahêle di zindanê de û got ";Heta Ocalan neyê azad kirin aşitî û aramî pêk nayê."; + +Di dawiyê de sarlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wiha got: ";Ez Newroza gelê Kurd pîroz dikim, serkeftin bo gelê me. Serkeftin bo Kurdistana me. Serkeftin bo têkoşîna azadiyê."; + + +Amed (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di nameya xwe ya Newrozê de ku ji aliyê parlamentera BDPê Pervîn Bûldan (bi kurdî) û parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder (bi tirkî) ve hat xwendin, tekestî li ser berdewambûna pêvajoyê û destpêkirina qonaxa muzakereyê kir. + +Wek diha çaverêkirin, nameya Ocalan bo Newroza îsal, îro di merasima pîrozbahiya cejna Newrozê de li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê li pêşberî girseya milyonî hat xwendin. + +Naveroka nameya Ocalan wiha ye: + +"Hemû dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba! +Ez gelê xwe yê li Mezopotamyayê ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newroza bihişmet veguherandşahiya hişyarbûn û demokrasiyê, silav dikim. +Di şexsê we de ez hezkirinên xwe dişînim ji hemû jin û ciwanên welatê xwe re. +Ez bangî her kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re ciyek veqetandiye, li dengê me guhdar kiriye dikim. +Bila seranserê Tirkiyê, bi ruhê piştgiriya bi sedan sal bibin yek. +Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim. +Ji we tevayan re, silavên jidil û can dişînim. Merheba..! +Me agirê şer ê ku şitlên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bona aştiyê meşxela vejîneke mezin pêxistibû. +Gelê Tirkiyê yê xoşewîst! +Dîrokê nîşanî me daye ku eger rêbertiyeke aştiyê ya bibiryar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên bixwîn û elem û mirin bidin me. +Pirsa herî bişewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, ev e ku gelo bila kûdeta her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin. +Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawîn û heta îro em dijîn, tam jî vê rêya veqetînê ku dijwarttir dibe nîşanî me dide. Ya ew ê rêjîma komploker û kûdetager ya ku pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nû ve xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rêjîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û kûdetager parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên rêyên navber û demî êdî wextê xwe dagirtine. +A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî niyetên hev ên qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikûmetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî pêgiriyekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê ji bona aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Xala ku em hatinê, ji bona sîstematîka muzakereyan divê çarçoveyek qanûnî were çêkirin çimkî ev yek ferz e. +Aştî ji şer zortir e, lê di dawiya her şerekî de aştî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin. +Berxwedana me ne li hember gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker, a ku tine dikir û zilimkar bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bona hikûmet û dewletan e, ji bona gelên ku nirxên vê axê yên kevin û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Enedolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikûmet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gorî vê rastiyê ye. +Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê (paytexta Norveçê) heta Parîsê (paytexta Fransayê), ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser girtiyên nexweş, rastî gellek êrîşan hatiye. Ya ku van lîstokên qirêj tev xera bike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirina hemû pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ku me daye, heye. Li hember komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye. +Herwiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ewê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ew e bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin. +Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax ew ê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin. +Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ew ê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê. +Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, dê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr. +Gelê me yê ku di serî de Ewropa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ew ê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre. +Hemû rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tinebûnê ve çûye, bi vîna xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ew ê bibin sparteka me ya bingehîn. +Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ew ê gelên Tirkiyê bibin bersiva herî xurt. +Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ew ê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we hemiyan silav dikim. +Bangî her kesên ku li hemberî dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin, dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin. +Silav li yên ku ji bona biratiya gelan dixebitin. +Silav li bargiranan. +Bijî Newroz! +Bijî biratiya gelan! +Abdullah Ocalan +Girtîgeha İmraliyê +21’ê Adarê 2014" + + +Serêkaniyê (Rûdaw/ANF) - Hêzên YPG'ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî bargehên çekdarên DAIŞ'ê ku êrîşî herêmê dikirin, çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de 12 çekdar hatin kuştin. + +Li gorî aghiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine giritin hêzên YPG'ê şevê din li dijî bargehên komên çekdar ên girêdayî rêxistina bi navê DAIŞ'ê yên gundê El-Rawî ya rojavayê Serêkaniyê ku çekdaran ji wir êrîşî herêmê dikrin, çalakî lidarxistin. + +Çavkaniyên YPG'ê destnîşan kirin ku di encamê de 12 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin û bi dehan çekdar birîndar bûne. + +Gundê Rawiya 27 kîlometre li rojavayê Serêkaniyê dikeve û 2 kîlometre rojavayê gundê Til Xenzîr ku 2 rojan berê hêzên YPG'ê ji destê çekdaran rizgar kirine, dikeve. Ji wî gundî DAIŞ'ê gundên herêmê bi hawanan topbaran dikir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, kesên nenas narincokek avêtine avahiya PDKê li bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. + +Berpirsê PDKê li bajarokê Sengeserê yê girêdayî bajarê Raniye li parêzgeha Silêmaniyê Îbrahîm Şêxe, ji Rûdawê re got, îşev saet 8:45 narincokek ji aliyê kesên nenas ve bo nav avahiya PDKê hat avêtin. + +Îbrahîm Şêxe da zanîn, di bûyerê de ti ziyanên malî û canî çênebûn û lêkolîn derbarê bûyerê de didomin. + +Amed (Rûdaw) - Pîrozbahiya cejna Newroza li Amedê ku zêdeyî du milyon kes beşdar bibûn û bi silogana "Serokatiya Azad, Kurdistana Azad" pek hat, bi dawî bû. + Îro li Amedê li Qada Newrozê bi silogana "Serokatiya Azad Kurdistana Azad" Newroza dîrokî bi tevlêbûna bi milyonan kes pêk hat. Berî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes şeva xwe li qada Newrozê derbas kir. Ji saetên serê sibê de bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên rengareng bi otomobîl û meşê herikîn qada Newrozê. + +Ji bo Newroza bi milyonan meşa ber bi qada Newrozê ve heta piştî nîvro berdewam kir. Di saetên nîvro de bi milyonan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseyên ku bi meş, bi kamyon, pîkap û otobûsan berê xwe dan qada Newrozê, bi cil û bergen xwe yên rengîn rengê mihrîcanê ava kirin. + +Girseya ku gihişt qada pîrozbahiyê posterên pêşengên PKK'ê û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û rengên kesk, sor û zer vekirin û qada Newrozê xemilandin. Li ber dergehên qada Newrozê de hêzên ewlehiyê lêgerînê kirin. Li qadê bi sedan alên PKK'ê û KCK'ê û bi sedan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. + +Dî pirozbahiyê de ciwanek ji 10 metre bilindahiyê ket xwar û rakirin nexweşxaneye. Di anonsa ku ji bo Ocalan û Kurdistanê de Azadî hat xwestin bi milyonan bi yek dengî got "Azadî". +Qada Newrozê ji serî heta binî bi rengê kesk, sor û zer xemilî. Li gel alên PKK'ê û KCD'ê alên KJB û YDG-H'ê jî hatin vekirin. Fîguherên Kawayê hesinkar hat vekirin. Poster û wêneyên pêşengên PKK'ê hatin vekirin. Bi deh hezaran ji bajarên derdorê hatin. Dîsa ji gellek zanîngehan xwendekar hatin. Ji gellek welatan heyet hatin û Newroz pîroz kirin. + +Ji ber otomobîlên zêde trafîk xitimî. Di pîrozbahiyêde nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin û yekem car ji dengê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyam hat xwendin. + +Bi milyonan kesên ku li gel germa zêde li hev kom bibûn, heta saetên êvarî bi coşek mezin berdewam kir. Di pîrozbahiyê de liber stranan govendên fireh hatin gerandin û piştî saetên êvarîe belav bûn. + +Kerkûk (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî biryar da ku pêwîste li her helkeftekê de li Kerkûkê sirûda Îraqê ";Mewtinî"; bê gotin, û parzêgeha Kerkûkê jî pêşwazî li vê birayrê kir. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, Malikî bi nivîseke fermî birayara lêdana sirûda Îraqê ";Mewtinî";, di her helkeftekê de li Kerkûkê, bo Encumena Parêzgeha Kerkûkê şand, û encumenê jî pêşwazî li vê birayrê kir. + +Herwiha peyamnêrê me li Kerkûkê da zanîn ku CDyek ku sirûda ";Mewtinî"; li ser hatiye tomarkirin ligel biryara nivîskî hatiye şanidn. + +Li gorî zaniyariyên npeymanêrê me jî, Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêşwazî li vê birayar Malikî kirin û wan jî fermanek arasteyî hemû dezgehên fermî kirin ji bo cî bi cîkirina vê birayrê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Zindana Heseke li rojavayê Kurdistanê, roja 24 Adara sala 1993 hatibû şewitandin û di encamê de 61 kes hatibûne kuştin, 25 ji wan Kurd bûn. + +Zindan di sala Yekîtiya Misir û Sûriyê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin, lê hikûmeta Sûriyê 700 gitrî xistinû wê zindanê. + +Girtiyên di ketin zindana Hesêkê wekî hemû zindanên rêjîma Bassê rastî heqaret û kiryarên dijmirovahî yên rayedarên zindanê dihatin. Ji ber ku girtiyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hemû dianîn vir, pêkanînên cuda jî li dijî girtiyan dihatin meşandin. Di zindanê de girtiyên siyasî û edlî di nav hevde dihatin girtin, di nava koguşan de nakokî dihatin çêkirin û bi riya sîxurên di nava girtiyan de girtî li dijî hev dihatin derxistin. + +Komkujiya zindana Hesekê jî di encama van pêkanîna de hate pêkanîn. di 24'ê Adara 1993'yan saet di 18.00'an zindan hate şewitandin û komkujî pêk hat. Di komkujiyê de 25 ji wan kurd bi giştî 61 girtiyan jiyana xwe jidest dan. +Şewat çawa derket +Şewata ku di koguşa 2'yemîn de derket, di encama plana di navbera rayedarên zindanê û hin girtiyên edlî de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, beriya şewatê rayedarên zindanê bi hinceta, "Êdî gaz nayê zindanê" li koguşan gaz belav kir. Girtiyan jî şûşeyên gazê li koguşan bicîh kirin. +Piştî demekê jî girtiyên ku ji rayedarên zindanê re sîxurtî dikirin, agir bi koguşê xistin û ji ber madeya gazê agir zû gûr bû. Dengê girtiyan bilind bû, lê rayedaran deriyê zindanê venekirin. Girtiyê bi navê Qehreman Elî ji koguşa 3'yemîn êrîşî leşkerê ku kilît pêre ye kir û derî vekir. Girtî ji ber agir reviyan lê ji ber ku koguş pir dirêj bû û agir gur bibû, girtiyan nikarîbûn ji koguşê derkevin. Di encamê de 61 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 girtî jî birîndar bûn. +Her wiha hêzên rêjîmê piştî şewatê, bi îdîa ku şewat derxistine, 4 girtî bidarve kirin. +Yek ji şahidên bûyerê Şems Eldîn Mele Îbrahîm (Bavê Ciwan) ku wê demê bi hinceta tevlî çakaliyên PKK'yê bûye hatibû girtin û di girtîgeha Hesekê de bû, derbarê wê rojê de ev tişt gotin: ''Şewate zindanê ji ber nêzîkatiyên rayedarên zindanê yên şaş û dijmirovahî pêk hat. Heger polîs û rayedarên zindanê bi karê xwe rabibana wê zindan neşewitiya.'' + +Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên ser bi PYDê ve, daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Partiya Demokarat Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran û Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) û aliyên Kurdistanî kir ku ";Bi erkê xwe yên Dîrokî rabin"; û alîkariya wan di şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li derdora bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Ev çend hefte ne ku şer û pevçûnên giran navbera YPGê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Kobanî û Girê Sipî (Til Ebiyedê) destpê kirine û heta niha berdewamin. + +YPGê di daxuyaniyekê de, ku îro ,24.03.2014, li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye daxwaza alîkariyê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike. + +YPG ji ";Hemû hêzên Kurdistanî û di destpêka wan de Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, KCKê, PDKê, BDPê, YNKê, Tevgera Gorranê û hemû rêxistinên din ên Kurdsiatnê"; dike ku bi ";Erkên xwe yên dîrokî rabin li himber êrîşên hovane ên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên encamdan."; + +YPG di daxuyaniye xwe de her wiha daxwaz ji ";Partî, rêxistin, kesên serbixwe, tevgerên ciwanan, tevgerên jinan, berpirsên xwesriya demokratîk li Efrîn û Cizîrê û Kobanê, ENKSê, EGRKê, TEV-DEMê"; kiriye ku nakokiyên xwe danên aliyekî û rêzên xwe bikin yek ji bo vê qonaxa ";Dîrokî û hestiyar."; + +Herwiha YPGê di daxuyaniye xwe de rexne li medyaya erebî û navdelwtî girtin û da zanîn ku ew ti balê nakişînin ser tiştên ki li Kobanî çê dibin, û wiha ragihandiye: ";Xemsariya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî derbeyeke ji bo gelê Kurd."; + +YPGê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje dike ku ";Serkeftina Rojavayê Kurdistanê, serkeftina hemû Kurdistanê ye."; +Amed (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, diyar kir ku pêwîst e gelê kurd wek hêzeke siyasî bê dîti û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin, divê tiştê pêwîst bên kirin. + +Parlamenterê Partiya Çep a Îzlanda û Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, ku têkoşîna rizgariya demokratîk a kurdan ji nêz ve dişopîne, ji DÎHA re axivî. + +Jonasson got ku ew dizanin gelê kurd ji bo mafên xwe yên demokratîk û çandî têdikoşin û wiha dewam kir, "Di demên borî de ji ber şerê di navbera her du aliyan gellek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em ji pêvajoya aştiyê ya ku Rêberê PKK'ê pêş xistiye, kêfxweşin." + +Jonnasson got ku pêwîst e kurd mîna îradeyeke siyasî bên naskirin û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin divê tiştên pêwîst bên kirin. + +Wî siyasetmedarê Ewropî wiha dewam kir, "Ji bo tevayî neteweyan mafên însanî yên civakî, çandî û demokratîk pêwîst in û ji bo gelê kurd bi heman awayî ne." + Jonnassson têkildarî mijara rêveberiyên herêmî jî got, "Li gor me mafên bingehîn ên şexsî û civakî yên tevayî mirovan hene. Bi vî awayî kurd dikarin bi rihetî wek rêveberiyên xweser xwe birêve bibin." +Colemêrg (Rûdaw) - Li qontara çiyayê Katoyê li devera Elka Şirnexê, ev 3 roj in artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên berfireh li dijî gerîlayên PKKê kiriye. Gundiyên wê deverê jî dibêjin, ji ber operasyonê newêrin ji malên xwe derbikevin. Hat zanin ku operasyon dê heta hilbijartinê berdewam bike. + +Ji yekemîn roja Newrozê (21ê Adarê) ve heta niha li herêma Çiyayê Kato ya Şirnexê, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên berfireh li dijî hêzên PKKê kiriye. Gundî û welatiyên wê deverê jî di nav agir û topan de ne û vê yekê jî ew xistine nava fikaran. Dengê top û guleyan ji çiyayê Kato bilind dibin. Li aliyê din ji tabûra leşkerî ya Colemêrgê leşker bo herêma Katoyê tên şandin. Hat zanin ku operasyon dê heta hilbijartinê berdewam bike. + +Mezinê gundê Çemka Selîm Ertoş, anî ziman ku 3 roj in li herêmê operasyon heye û leşker bo çiyayên Kato tên veguhestin. Ertoş, anî ziman ku 3 rojin çiyayê katoyê dane ber topan. +Ertoş, destnîşan kir ku 2 roj berê dîsa top li girê nêzîkî gund ket û wiha berdewam kir: "Duh dengê 4-5 guleyan hat. em çûn qereqolê. Me sedema vê yekê pirsî. Ji me re gotin ev ji bo ewlehiya hilbijartinê ye. Pir balkêş e ku topan davêjin. Ewlehiya me tine. Gelê vir êdî operasyonan naxwazin. Naxwazin aramî xera bibe." + +Welatiyê bi navê Adil Ertoş jî heman tişt anî ziman û destnîşan kir ku dîsa rewşa awarte dijîn û da zanîn ku 2 roj berê guleya hawanê 50 metre li nêzîkî xanyên gund ketiye û ewlehiya wan tune. + +Ertoş, got ku ji ber zarokên wan ditirsin êdî nikarin ji malên xwe derkevin û ji tirsa top û guleyan di malên xwe de hatin hevskirin. + +Rêveberên BDP'ê ji ber vê rewşê çûn gund û welatî ziyaret kirin. Rêveberê BDP'ê Ahmet Korkmaz, anî ziman ku 3 roj berê leşker ji fermandariya tabûra Colemêrgê ya Çiya sewqî herêmê hat kirin û 3 roj in opearsyon berdewam dike. + +Seroka BDPa bajêr Mehtap Daştan Demîrer, jî bertek anî ziman û destnîşan kir ku ti fêdeya van operasyonan li pêvajoyê nabe. + +Gundê Çemkê-Qontara çiyayê Kato-Colemêrg + +Ruha (Rûdaw) - Bajarê Ruhayê ku weke bajarê pêxemberan tê zanîn, ji hilbijartinên şaredariyan ên 30'ê Adarê re amade ye. Niha şaredariya Ruhayê di destê AK Partiyê de ye. AK Partî di nava 12 salan de herî zê de li hemberî Fakî Baba ketibû tengasiyê. Osman Baydemîr ku Rûdawê û çapemeniya Başûr li Ruhayê kir mêvan, dibêje AK Partî li hemberî wan zehmetiyeke mezin dikşîne. + +Li gorî Baydemîr, di rapirsînan de ew hin caran li pêşiya AK Partiyê ne. Ew ditirsin ku di hilbijartinan de dengê wan bê dizîn û encamên sindoqan bêne guhertin. + +Baydemîr li ser vê yekê wiha got: Di anketan de niha em çend gav li pêşiya AKP'ê de ne. Niha em li Ruhayê partiya yekemîn in. AKP partiya duyemîn e. Her wiha xofa min heye. Tirsa min ew e ku piştî hejmartina dengan di sandoqan de dizî pêk were. + +Piraniya kurdên Ruhayê ku ji mîkrofonên Rûdawê re axivîn, dibêjin ew ê dengê xwe bidin Osman Baydemîr. Lê rêjeya ereb û tirkmenên li navenda bajêr jî ne kêmî kurdan in. Ji ber vê yekê texmînkirina encamên hilbijartinê hinekî zehmet dibe. + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tên lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ragihand, ew tîma şervanên wan ên ku pêwendî bi wan re nemabû, hemiyan jiyana xwe ji dest dane. + +YPGê îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya xwe belav kiriye, ragihand, hat zanîn ku ew şervanên ku di şerê roja 19ê Adarê de li devera Sirînê ya Kobanê pêwendî bi wan re nemabû û hejmara wan 5 kes bû, jiyana xwe ji dest dane. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, hemû endamên wê tîmê Rojavayî ne ku temenê wan di navbera 33 sal heta 20 sal de ye. + +Çend roj berê jî YPGê ragihand, di şerê digel çekdarên radîkal ên îslamî de li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, 9 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. + +Bi vî awayî, li gorî amarên YPGê heta ji roja 19ê Adarê ve heta niha herî kêm 14 endamên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane. + +Amed (Rûdaw) - Malbata Bedirxaniyan ji bo çand û netewperweriya kurd xwediyê kedeke mezin in. Malbata Bedirxaniyan ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatibûn strginkirin û di gellek deverên cîhanê de belav bibûn. + +Kesayetên vê malbatê ji Asya Navîn ji Ewropa û ji Rojhilata Navîn ji bo daweta Kurê Cemşîd Bedirxan li Amedê hatin ba hev. Pêşenga vê malbatê niha jî keça Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan e. + +Sînemxan Bedirxan ji bo daweta biraziyê xwe Kurd Bedirxan piştî demeke dirêj hate Amedê. + +Malbata Bedirxaniyan bi cil û bergên xwe yên Kurdistanî bi coş û keyfxweşî bi govendê daweta xwe pîroz kirin. Malbata Bedirxaniyan her çiqas ji welatê xwe hatibin dûrxistin û bi netewên cûda re têkilî danîbin jî nirxên xwe yên netewî parastine û li mîrasa malbata xwe xwedî derketine. + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li hember gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî anî ziman û ragihand, Eger desthilatdarên Bexdayê birayetiya gelê kurd naxwazin û her rojekê bi hêcetekê arîşeyan derbixin bila bên û em pêkve rûnên û vê peywendiya pirkêşe biqedînin. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, îşev li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî ku 22ê Adara îsal li Bexdayê di encama teqekirina pêşmergeyekî pasewanê Talebanî hatibû kuştin, daxuyaniyek da. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, bi tundî li dijî gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku piştî kuştina wî rojnamevanî gotibû ";divê bersiva xwînê bi xwînê bê dayîn"; nerazîbûn nîşan da, naveroka daxuyaniyê wiha ye: + ";Serokayetiya Herêma Kurdistanê nîgeranî û diltengiya xwe ji bo can ji destdana akademî û rojnamevan Dr Mihemed Bidêwî radigihîne ku li rûdawekî nexwestî da li roja 22.03.2014 li bajarê Bexda bûye qurbanî. Her bi vê yekê hevxemiya xwe ji bo malbat û hemû medyakaran radigihînîn. Hêvîdarîn dadgehekî adîlane rênimayiyên yasayî yên pêwîst li ber bigre bo ku lêkolînê li rûdawê û yekalîkirina vê dosye yê bike. +Li van çend rojan da bi sedema duvdaçûnên hurî yê rûdaw û daxuyaniyan me hêvî dixwest ev babet li sînora xwe ya yasayî dernekeve û me pê başe yasa û desthilata dadî dûrî li destêwerdanên siyasî rola xwe ya bê aliyane bibîne. +Piştî rûdawê daxuyanî û helwesta hinek kesayetiyên siyasiyê Iraqî bûne sedema nîgeraniya kolanên Iraqî û diçine çarçêweya tehdîd û êrîşên li aştî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê û berfirehkirina aloziyan û anîna têkdan û dû berekiya li navbera hemwelatiyan da. Li vir de bi pêwîstî dizanîn raya giştî ya Iraqî agahdar bikîn ku nabê rê bi tu kes û aliyek bê dayîn derz bixe nav birayetiya pêkhatên Iraqê û bazirganiyê bi canê Dr Mihemed Bidêwî bê kirin. +Cihê daxê ye li piştî rûdana vê karesatê Serok Wezîrê Iraqê peyvê namo û xerîb û neşîrîn xwîn li beranber xwînê bikaraniye ku dûre li bingeha dest bilindiya yasa û dewletdarî û kultûra pêkvejiyan û demokrasiyê. Li sayeya zêdeçûna hinek aliyan û vê rewşa emniya nebaş li Iraqê da hatiye holê xelkekî zêde hatiye kuştin û li van çend salan de 400 mamostayên zanîngehê li Iraqê da hatine teror kirin û kes xwe nekiriye xwediyê xwîna wan û desthilata Bexda tu hewlekî neda ji bo peydakirina tawanbaran. Niha ku hemwelatiyekî Kurd aliyekî vê rûdawa nexwestiye dixwazin li rûyê siyasî ve bikarbînin û zêdeçûnê bikin û bikin babetekî gelek metirsîdar û hewlek ji bo pêkanîna fîtneya navbera netewe û pêkhatên Iraqê. Ji bo wê yekê berpirsiyariya her rûdaw û kardaneweyekî vê rewşê dikevê stuyê ewên dixwazin rûdawê ji bo merema siyasî bi kar bînin. +Eger desthilatdarên Iraqê bi vî awayî temaşa rûdawan dikin pirsiyar eweye kî xwîna 5000 şehîdê Helebçe û 182000 enfal û 8000 Barzanî û 12000 Feylî dide? ji bilî van qurbaniyên mezin gelê Kurd bi navê binyatnana jiyanekî taze û hêviyeke nû tu demekî amade nebû bibêje: "Xwîn li beranber xwîn". +Li vir de bi navê gelê Kurdistanê dûpat dikin ku pêwîste li vê dozê de qeza dûr li heza nerewayî ya siyasiyan vê kêşeye yek alî bike û êdî rê nede dengê naqola bilind bibê û zêdeçûn îstîxlala vê rûdawê bikin. Gelê Kurdistanê biryar daye bi birayetî û tebayî û pêkvejiyanê li gel Iraqê da bijî. Eger desthilatdarên Bexda vê birayetiyê nexwazin û her rojek bi biyaniyek kêşe dirust bikin bila bên û pêkve rûnîn û dawiyê bi vê peywendiya pir kêşe bînîn. +Serokayetiya Herêma Kurdistanê +24.03.2014"; + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Îdarî ya Hewlêrê biryar da ku rûniştina parlamentoya Kurdistanê bi awayekî vekirî nemîne û herî zû serokatiya wê bê hilbijartin. + +Parêzerê ";Pêla Nerazîbûna Xelkê"; Kerîm Mihemed Sofî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Dadgeha Îdarî ya Hewêrê îro biryar da ku biryara serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê hiştina rûniştinên parlamentoyê bi awayekî vekirî, bê hilweşandin";. + +Sofî herwiha got ";Li gor wê biryara dadgehê, serokatiya demkî ya parlamentoyê dê mulzem be ku rûniştina parlamentoyê di zûtirîn dem de li dar bixe û desteya serokatiyê jî hilbijêre";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li hemû aliyên Kurdistanê û hêzên navdewletî kir ku li hember êrîşîn çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê helwestê bigirin û dengê xwe bilind bikin. + +Wek bersivekê li ser bangewaziya ku duh Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk derxistibû û tê de ji hemû aliyên Kurdistanê alîkarî xwestibû, KCDê îro daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniya KCDê de hatiye diyarkirin ku rejîm û opozîsyona Sûriyê Sûriyê xistine nav gola xwînê. + +Derbarê şerê navbera YPG û DAÎŞê li rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanî de, KCDê got ku çekdarên ji derveyî Sûriyê tên, bi çekên giran êrîşî Kobanî dikin. + +KCDê herwiha got ku çekdarên DAÎŞê dixwazin têkiliyên di navbera herêmên Rojavayê Kurdistanê de qut bikin û bang li gelên Kurdistanê û her alî, kes, hêzên navneteweyî û saziyan kir ku li hember van êrîşan helwestê bigirin. + +Ev çend hefte ne şer di navbera YPG û çekdarên DAÎŞê li derdora herêma Kobanî derketin, lê ji êvara roja şemiyê de ew şerê ku di encamê de bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAÎŞê hatine kuştin, rawestiya ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Endemê desteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Ismaîl Hemê ji Rûdawê re ragihan ku ENKSê ti bersiv li ser banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên girêdayê PYDê derbarê rewşa Kobaniyê de ne dane. + +Hemê got banga YPGê dereng hatiye û ji encama deraka teng a ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê dê de derbas dibe hatiye. + +Hemê diyar kir ku wan weke Encûmena Niştimanî ya Kurd her dem ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên ser ve tekez dikir ku ew bi tena xwe nikarin Rojavayê kurdistanê biparêzin. + +Hemê da zanîn ku Encûmena Gel û PYDê her dem dixwestin di Encûmena Niştimanî ya Kurd derbas bibin û wê bidin alîkî ne ku hevparî û alîkariyê ligel bikin. + +Serkirdeyê Partiya Yekîtî got ew di wê baweriyê de ye ku destê rejîmê li pişt van şeran de heye ji ber ku ew dixwaze hemû alî lawaz bibin. + +Derbarê Kobaniyê de, Hemê diyar kir ku zehmetî di rewşa hêzên YPGê de heye ji ber ku herêm ji hemû aliyan ve girtiye. + +Îsmaîl Hemê got çarseriya rasteqîn ew bû ku Desteya Bilind kurd bihatiba çalakkirin da ku tevahiya tevgera kurd bi yek helwest li pêş metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestiya ba, lê bi gotina Hemê, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê her dem ev yek asteng dikir. + + +Efrîn (Rûdaw)- Li dijî êrîşên çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek li bajarên Efrînê û Amûdê derketin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku îro sat 12ê nîvro bi dema Efrînê, bi sedan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) liser rêya bahiyeya Reco xwepêşandanek li dar xistin û tê de piştgiriya xwe bo herêma Kobanî anîn ziman. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de nêzîkî 500 kes beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê dikirin hatin avêtin. + +Xwepêşandana li Efrînê di bin parastina asayişa PYDê de hat lidarxistin. + +Herwiha îro sibehê li bajarê Amûdê jî bi sedan kes li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê yên li ser herêma Kobanî derket. + +Xwepêşandan li Amûdê li ser banga şaxê bajêr yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû û tê de drûşmên li dijî êrîşên DAÎŞê û herihwa yên daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikirin, hatin bilindkirin. + +Ev çend hefte ne çekdarên DAÎŞê ji aliyê rojhilat, rojava û başûr de êrîşî gundên Kurdan li derdora bajarê Kobanî dikin û di encam de şer di navbera wan û YPGê û gundiyan de derketibû. + + +Bedlîs (Rûdaw/DÎHA) - Li Tetwanê bi tevlîbûna 10 hezar kes mitîng hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, diyar kir ku êdî ew dê li her derê pergalê kooperatifan ava bikin û xwe bi xwe qadên bazirganiyê û aboriyê ava bikin. + +Demîrtaş, anî ziman ku dê ji Başurê Kurdistanê heta Rojava li her derê bi xwe bazara xwe ava bikin. + +Demîrtaş, piştî li navçeya Norşînê gel silav kir derbasî navçeya Tetwanê bû. Karwana Demîrtaş, ji aliyê zêdeyî 10 hezar kesan ve hat pêşwazîkirin. + +Mîtîng li ber navenda dan û stendinê ya AVM'ê pêk hat. Li qadê posterê mezin ê Ocalan hat vekirin û li ser poster nivîsa "An muzakereya bi watedar an jî Şer" hat nivîsandin. + +Namzetên Hevşaredariya Tetwanê Perihan Adalmiş û Abdullah Ok, Parlamenterê BDP'ê Husamettin Zenderlioglu, Nazmi Gur û yê serbixwe Kemal Aktaş jî amade bûn. + +Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş anî ziman ku dê ji Başurê Kurdistanê heta Rojava li her derê bi xwe bazara xwe ava bikin. + +Demîrtaş, anî ziman ku ew êdî ber bi azadiyê ve diçin û wekî BDP'ê bi hêza gel û piştgiriya gel hêza xwe ji raya giştî re aşkere bikin. + + Demîrtaş, da zanîn ku ji ber BDPê hêza xwe ji gel digire mezin dibe û wiha got: "Dema partiya me şaredariya Tetwanê dewirgirt 90 milyon TL deynê wê hebû. Lê piştî ku em hatin me haciza ji ser şaredariyê rakir û gelek deynê wê dan. Dê hemû şaredariyên me di nava hevde bihevre bin. Em dê bi riya şaredariyên xwe fireng, zexîre û erzaq ji Rojava re bişînin. Em dê bi riya şaredariyan bazara xwe ya bazirganî û aboriyê ava bikin. Kesên ji nasname û vîna kurdan re hurmetê negirin dê di nava vê pazar û bazirganinê de cih negirin." + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Di navbera Şaredariya Dêrsîmê û xebatkarên wê de Girêbesta Karên Komî (TÎS) hat îmzekirin. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn û Serokê Baskê Sendîkaya Karên Gelemperî (GENEL-ÎŞ) ya Dêrsîmê Hasan Çîçek girêbesta navborî li ber avahiya şaredariyê bi rêwresmekê wajo/îmze kir. + +Girêbesta Karên Komî îro li ber avahiya Şaredariya Dêrsîmê bi beşdariya Şaredar Edîbe Şahîn, endamên rêveberiya şaredariyê, sendîkaya Genel-Îş û hevnamzeda BDPê ya şaredariyê Nûrhayat Altûn hat îmzekirin. + +Li gorî vê girêbestê mafên civakî yên xebatkaran ji sedî 10 lê tê zêdekirin; mûçeyên rojane yên karkeran 17 lîre lê hat zêdekirin (mehane 510 lîre); di Cejna Qurbanê de jî li her xebatkarek 500 lîre, di Roja Aşûrê de jî 150 lîre padaş tê belavkirin. Di heman demê de Roja Aşûrê ji bo xebatkaran betlane ye. + +Di girêbestên berê de jî Şaredariya Dêrsîmê ji bo xebatkarên xwe roja pîrozbahiyên Cejna Newrozê, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan jî ji bo xebatkarên xwe wekî betlane diyar kiribû. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn di rêwresma girêbestê de axivî û got: "Em wek nijad Kurd in, lê baweriya Dêrsîmê Raya Heq (Elewîtî) e; di heman demê de em li dijî zayendperestiya civakî ne û em wekî jin hewl didin rê li ber vê zayendperestiyê bigirin û yeksaniyê pêk bînin. Loma di girêbestên şaredariyê de ji bo van hestiyariyan, xalên pêwendîdar ev deh 10 sal e cih digirin. Em Kurd in, lê em li ser baweriya Rêya Heq in; digel rojên netewî yên wekî Newrozê me ji bo xebatkarên şaredariyê, rojên pîroz ên baweriya xwe wekî betlane destnîşan kirin." + +Şahînê got ku dema hevalên (Rûdaw: Xebatkarên şaredariyê) wan daxwaza mafek an jî tiştek dike, pêwîst e hê zêdetir rêkxistî bin. + +Çîçek jî got ku heta ku şaredarî neketibû destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), şaredariyê nikaribû mûçeyên xebatkarên xwe jî bide û wiha domand: "Lê belê niha şaredarî li hemberî xebatkarên xwe jî li hemberî xelkê Dêrsîmê jî serbilind û serfiraz e. Niha xebatkar di roja xwe de mûçeyên xwe distînin." + +Ji bo hestiyarî û mafnasiya şaredariyê Çîçek li ser navê xebatkaran bi dayîna pilaketek sipasiyên pêşkêşî Şaredar Edîbe Şahînê kir. + +Şaredariya Dêrsîmê ji bo şefafiyetê dahat û çûndiniyên xwe yên sala 2013an jî bi dîwarê şaredariyê ve daliqandî. Şandeya gêncên Almanyayê ku di nav de Kurd jî hebûn û ji bo çavdêriya Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê hatine, piştî rêwresma girêbestê govend gerandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Karayilan derbarê êrîşên komên çekdar yên bi ser Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser navçeya Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku: ";Kurdên Kobanê ne bi tenê ne, û xwest ku Kurdên Bakurê kurdistanê û bi taybet yên li Riha û Deşta Sirûcî alîkariya xelkê wê navçeyê bikin, û Kurdên li herêma Cizîrê û navçeya Efrînê biçin piştevaniya Kobanî bikin û wê êrîşa DAÎŞê vegerînin."; + +Li gorî rojnameya Akşam a Tirkî, ew girîlayên Partiya Kakrkerên Kurdistanê (PKK) yên ku di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de ji Tirkiyê vekişiyane, dê ji bo piştgirîkirina kantonan Rojavayê Kurdistanê bên şandin. + +Akşam dibêje, Serokê (HPG) Murda karayilan gotiye ku ew gêrîleyên ku ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane û gihane Qendîlê, bi erkê nû hatine spartin û dê ji bo Reqa û Kobanî bên şandin da alîkariya hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) bikin. + +Herwiha li gorî zaniyariyên wê rojnameyê, gêrîlayên PKKê bi rêya xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê) derbasî sînorê Sûriyê dibin û xwe dighînin Rojava Kurdistanê, beşek ji wan wê biçin Reqayê û Kobanî û, beşê din jî wê ji bo Efrînê tên şandin. + +Serokê fermandariya HPGê Murad karayilan ragihadn ku ";Berxwedna Kobanî berxwedanek pîroze bo hemû gelên Sûriyê, bi taybetî li himber êrîşên grûpên çekdar ên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), ku hewl didin dest danin li ser herêmê."; + +Ji aliyekî din ve û her li ser vê mijarê Hevserokatiya Kongra Gel ji bo herêma Kobanê ya di bin êrîşa rêxistina DAÎşê de ye, daxuyaniyeke nivîskî da û têde ragihand ku ";Yên ku herî zêde nêzî Kantona Kobanê ne û dikarin destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin, gelên Bakurê Kurdistanê ne, û Pêwîste gelê kurd li wir li dijî partiya AKPê yê desthilatdar ku bi her şêweyan piştgirî dide komên çekdar yên DAIŞê, bi hêrseke mezin biherike kolanan û Ji bo şikandina tecrîda li ser Kobanê, di serî de alîkariya însanî divê di her mijarê de alîkarî were dayîn."; + +Hevserokatiya Kongra Gel diyar kir ku,îekdarên DAIŞê hem ji Tirkiyê alîkariya lojîstîk û çekên giran digirin hem jî ji aliyê rejîma Esed ve bêyî bi ti awayî werin astengkirin, û bi rengî êrîşên xwe yên tund li dijî Kantona Kobanê zêde dikin. + + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Farqînê ya Amedê û di encama destêwerdana polîsan de zarokekî 10 salî bi navê Mehmet Ezer bi bombeya gazê birîndar bû. + +Duh rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Farqînê mîtîng pêk anî û tê de rarlamentera Amedê Leyla Zana, rêveberên BDPê, namzetên hevşaredarên li gundê Qurtê bi girseyî pêşwazî kir. Karwan piştî li taxa Kaleyê daketin bi meş derbasî Karabehlulbeyê bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî mîtîng bi dawî bû polîsan bi maşîneyên zirxî û bombeyên gazê mudaxale kir û di encam de zarokê 10 salî Mehmet Ezer bi bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe ve birîndar bû. + +Ezer rakirin nexweşxaneya dewletê ya Farqînê û pişt re rakirin nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, lê ji ber ku bijîşkên emeliyata mêjî tine bû, Ezer nikare emeliyat bibe. + +Hat zanîn ku rewşa Ezer giran e û lazim e bi lezgin emeliyat bibe. + +Piştî bûyerê malbata Ezer û rêveberên BDPê û namzeta hevşaredariya Amedê Gultan Kişanak û gelek kesên din li ber nexeşwxaneyê kom bûn. + +Li navçeya Farqînê ku bûyeran piştî meşê dest pê kir heta derengê şevê jî li nava kuçe û kolanan berdewam kir. Di bûyeran de 3 kes hatin binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanekî Kurd bi navê Behroz Tobal ê xelkê gundekî nahiyeya Reco ya herêma Efrînê ev 6 rojin wendayî ye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. + +Malbata Behroz ku ji gundê Xerab Silokê ne, di daxuyaniyekê de ragihand ku kurê wan berê di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê de bû, lê pişt re dev ji wan berda. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Behroz roja pêncşemê 20/3/2014 dema dixwest ji gund ber bi Recoyê ve biçe, wenda bû. + +Malbata Behroz herwiha got ku wan serdana fermandarên YPGê li herêmê kirine ji bo ku cihê kurê xwe nas bikin, lê YPGê gotiye ";haya wan ji Behroz nîne û ne li cem wan e";. + +Di daxuyaniyê de Malbata Behroz Tobal diyar kir ku hevalên Behroz gotine ku ";ew ji aliyê îstixbaratên giştî yên YPGê ve hatiye girtin û sedema girtinê jî girêdayê dest vekişandina wî ji YPGê ye";. + +Lê YPGê derbarê wendabûn an jî girtina Behroz de heta niha ti daxuyanî nedaye. + +Malbata Behroz di dawiyê de bang li aliyên peywendîdar kir ku her zanyariyekê derbarê sedem û cihê girtina wî de aşkere bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeyên rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ên girêdayê rêxistina Qaîde de derket. + +YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di daxuyaniyekê de raghiand ku bi armanca sivkirina êrîşîn çekdarên DAÎŞê yên li dijî herêma Kobanî, roja 23 û 24ê adarê şervanên wan êrîşî gundên Rawiye û Dehmaa yên girêdayî Serê Kaniyê kirin û di encam de şer navbera wan û DAÎŞê derket. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di wî şerî de çekdarên DAÎŞê ji her du gundên ku xelkê wê Ereb in, hatin derxistin û her du gund ketin binn kontrola YPGê. + +Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, YPGê di daxuyaniya xwe de got ku di şer de 15 çekarên DAÎŞê hatin kuştin û çend çekdar jî birîndar bûn, herwiha şervanekî YPGê bi navê Ebas jiyana xwe ji dest da. + +Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên DAÎŞê serê şervanekî YPGê li navçeyeke rojavayê Serê Kaniyê jê kirin. + +Bajarê Serê Kaniyê di bin kontrola YPGê de ye, lê navçeyê rojavayê bajêr û heta ku digihe bajarokê Girê Spî di bin destê DAÎŞê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa herêma Kobanî ku ji 3 aliyan de di bin dorpêç û gefa çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de ye, ew yek nîşan da ku pêwîstî bi yekîtiye û yekrêziyeke di navbera part û aliyên siyasî yên Kurd de heye. + +Di şerê li rojava, rojhilat û başûrê Kobanî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e û gundî ligel çekdarên DAÎŞê şer dikin, lê piştî banga alîkariya ya ku YPGê di 24ê vê mehê de derxist û tê de daxwaza alîkariyê ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ew yek derket holê ku YPGê bi tenê nikare li hember êrîşên çekdaran bisekine. + +Banga YPGê li ser asta Rojavayê Kurdistanê deng veda û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 13 partiyan û çend rêxistinên ciwnana û kesatiyên serbixwe pêk tê, nêrînên cuda anîn ziman. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro derbarê banga YPGê de daxuyaniyek derxist û daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku li xwe vegere û pêgirê rêkeftina Hewlêrê be ku di tîrmeha sala 2012an de navbera ENKS û EGRKê de hatiye îmzekirin û yek ji xalên wê dibêje ";divê Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî bê birêvebirin û parastin";. + +Biro ku niha li Hewlêrê dimîne, diyar kir ku banga YPGê û rewşa niha li herêma Kobanî û çend navçeyên din ên ku rastî êrîşên DAÎŞê tên nîşaneke din e ku aliyek bi tenê nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze. + +Bi heman awayî, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) Ebdilhekîm Beşar ku ew jî li Hewlêrê dijî, bang li PYDê kir ku rê li ber wan vekin ji bo ku ew jî bergiriyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Beşar ku dibêje nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên partiya wî li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin, diyar kir ku ew dixwazin di bin ala xwe yan jî ala kurdî de bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bikin û ew amade ne derbarê vê yekê de diyalogê ligel PYDê bikin. + +Li hember van her du nêrînên, sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Mihyedîn Şêx Alî ku helwestên w’ zêdetir nêzîkî yên PYDê ne, nêrîneke cuda ji ya Biro û Beşar anî ziman. + +Şêx Alî ku li Efrînê dijî got ku ew wek Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd tekîd dikin ku divê hemû curên piştgirî û alîkariyê ji bo YPGê bên pêşkêşkirin ji bo ku parastina herêmên Kurdan bike. + +Şêx Alî bang li serkirdatî û endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd û hemû pêkhateyên ENKSê û EGRKê kir ku destê hev bigirin û ewlekariya Kobanî biparêzin. + +Tevî van daxuyaniyên cuda yên ku ji aliyê sekreterên her sê partiyên ku endamên ENKSê ne derketine, lê belê heta vê gavê ENKSê bi fermî bersiva banga YPGê nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên li dijî herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Hevpeymaniya opozîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";hevpeymaniya opozîsyonê karên hovane û tawanên ku DAÎŞ li dijî sivîlên li Girsê Spî û Kobanî pêk tîne şermezar dike";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew kar û tawanên ku DAÎŞ derheqê hemwelatiyên sivîl li Girê Spî û Kobanî dike, dikevin xizmeta rejîma Sûriyê de. + +Hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got ku gelê Sûriyê û Artêşa Azad wê sînorekî ji tawan û kiryarên DAÎŞê re li rojhilat û rojhilatê Sûriyê dane. + +Ev çend hefte ne çekdarên DAÎŞê ji her sê aliyên rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî de êrîşî navçeyên Kurdan dike û herî dawî duh êrîşî gundê Xribet Eto li rojavayê Kobanî kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim dibêje ku ew Îranê nadeyne nav rêzên wan welatên ku piştevaniya neyarên Kurdan û bi taybetî grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dikin. + +Bi gotina heserokê PYDê, welatên Siûdiye, Qeter û Tirkiyê piştgiriya temam ji grûpa DAÎŞ re dikin. + +Di rojên borî de, çavkaniyên nûçeyan bal kişandibûn ser nameya Newrozê ya Salih Mislim li bajarê Dosêldorfa Alamaniya û ragihandibûn ku hevserokê PYDê hikûmetên Îranê, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştevaniya DAÎŞê tohmetbar kirine. + +Di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re Mislim red dike ku wî Îran di rêzên welatên ku piştevaniya DAÎŞê dikin danabe û dibêje wî di merasîma Dosêldorfê de behsa Îranê nekiriye û tenê amaje bi wê yekê kiriye ku Siûdiyê, Qeter, Tirkiyê û vê dawiyê jî hikûmeta Sûriyê bi dayina çek û cebilxaneyê û şandina tankan alîkariya grûpa DAÎŞê dikin. + +Di meha tebaxa 2013an de Mislim serdana paytexta Îran Tehranê kir û piştî hevdîtinên ligel rayedarên Îranê ragihand ku derbarê dijîtiya hêzên radîkal û selefî de ligel rayedarên Îranê guftûgo kirine. + +Bi gotina hevserokê PYDê roleke girîng a Îranê di pêşhatiyên siyasî yên Sûriyê de li xwe digre û herwiha dijîtiya hêzên radîkal û selefî dike ji ber ku ew grûp jî dijîtiya Şî`e û Elewiyan dikin û ev yek jî weke sedema jihevnêzîkbûna xwe û hikûmeta Îranê nirxand. + +Hêzên Opozîsyona Sûriyê, hinek welatên herêmî û rojavayî Tehranê bi piştevaniya Beşar Esed û dijîtiya neyarên wî tometbar dikin. + +Hikûmeta Îranê jî bi awayekî aşkere piştevaniya xwe ji hikûmeta Esed re derdibre û opozîsyona vî welatî bi ";terorîst"; binav dike û di heman demê de Siûdiye, Tirkiyê û welatên Rojava û bi taybetî Amerîka bi hewldana rûxandina rejîma Esed tometbar dike. + +Qamişlo (Rûdaw)- Di nava mehekê de ev cara sêyem e li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed derdikeve. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvro xwepêşandanek li bajêr ji bo piştgirîkirina Esed derket. + +Di xwepêşandanê de hejmarek fermanber û xwendekarên dibistanê di bin gefa dûrxistina wan ji fermanberî û dibistanê de beşdar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwepêşander li ber Navenda Kultûrê ya Erebî kom bûn û ber bi çerxerêya Sebih Behrat li nav bajêr meşiyan. + +Xwepêşandana îro di bin parastina çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris de hat lidarxistin û tê de durşmên ku piştgiriya Esed û hêzên rejîmê dikin hatin bilindkirin. + +Di 6 û 15ê vê mehê de jî xwepêşandan ji bo pitşgirîkirina Esed û hêzên rejîmê li Qamşlo derketibûn. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji duh de grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) êrîşên xwe li rojavayê herêma Kobanî li gundên Xerab Eto û Zormixarê berdewam dike û bi top û tankan ji bajarê Cerablusê de navendên YPGê yên girêdayî PYDê li gundê Zormixarê bombebaran dike. + +Di encama êrîşên DAÎŞê de heta vê demê şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye, li aliyê DAIŞ jî kuştî û birîndar hene. + +Herwiha di encama êrîşên DAÎŞê de li rojavayê herêma Kobanî piraniya hemwelatiyên gundê Zormixarê ji ber top û bombeyên DAÎŞê ji gund derdikevin û berve gundên herêma Kobanî ve koçber dibin. + +Zormixar gundekî li rex çemê Firatê ye û li ber sînorê welatê Tirkiyê û li rojhilatê bajarê Cerablusê dikeve, herdu neteweyên Kurd û Ereb lê dijîn, tenê çemê Firat di navbera Zormixar û Cerablusê de heye. + +Li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Girê Spî jî, DAÎŞ ji gundên Çelbê û Bîrguno û Mellûh Elgumer de gundên Kurdan wek Kendal, Girê Sor û Evdukoyî bi tank û hawenan bombebaran dike. + +Li başûrê herêma Kobanî û li aliyê çarrêya Sirînê û pira Qereqozaqê, ji duh de eniya şer aram e û ti pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de çênebûne. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li bajarê Amedê derbarê mijara cihê binaxkirina cenazeyê Şêx Saîd de li ber nexweşxaneya Alman a Deriyê Çiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. + +Namzeta Şaredariya Amedê ya HAK-PARê Sevgî Moray û Serokê HAK-PARê yê Amedê Vasif Kahraman diyar kirin ku cenazeyê Şêx Saîd û 47 hevalên wî ku di sala 1925an de hatibûn bidarvekirin li cihê vê nexweşxaneya taybet hatine veşartin. + +HAK-PARiyan destnîşan kirin ku destûra çêkirina nexweşxaneyê ji aliyê Şaredariya BDPê ve hatiye dayîn û nexweşxane ji aliyê mutahîtek ku niha siyasetê dike ve hatiye çêkirin. + +Moray û Kahraman xwestin ku nexweşxane were hilweşandin û ji bo Şêx Saîd û hevalên wî bîrdariyek bê çêkirin. + +HAK-PARiyan hem şaredariya BDPê û hem jî mutahîtê ku navê wî nedan û dibêjin niha ew kes siyasetmedar e, bi tundî rexne kirin. + + +Stenbol (Rûdaw)- 8 rojnamevanên Kurd ên ji dosa ";Komîteya Çapemeniya KCKê"; ku ji 20ê kanûna 2011an heta niha girtî bûn, serbest hatin berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, 8 rojnamevanên Kurd ên ku di Azadiya Welat, Ozgur Gundem, DÎHA, ANF, Firat Dagitim û Modernîteya Demokratik de dixebitîn û di 20ê kanûna 2011an de ji doza ";Komîteya çapemeniya KCKê"; hatibûn girtin, serbest hatin berdan. + +Rojnamevanên jin Semiha Alankuş, Nevin Erdemîr ji girtîgeha Tîpa Jinan a Bakirkoyê û rojnamevan Kenan Kirkaya, Mazlum Ozdemir, Mehmet Emîn Yildirim, Huseyîn Denîz, Haydar Tekin û Şehmus Fidan ji girtîgehaTîpa F a Kandiraye serbest hatin berdan. + +Rojnamevan Yuksel Genç, Turabî Kîşîn, Nuri Firat, Ramazan Pekgoz, Ertuş Bozkurt, Mikail Barut û Davut Uçar jî nehatin berdan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara nû ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdaw bi çend mijar û hevpeyvînên girîng û zengîn îro ket ber destê xwendevanan. + +Di hejmara vê hefteyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê de (hejmar 242), Kurdên diyasporayê li ser hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê nêrînên xwe tînin ziman. + +Parlementerê BDPê Altan Tan di hejmara nû ya Rûdawa Ewropa de behsa siyaseta BDPê ya Kurdên oldar dike. + +Mijarek li ser helwesta Xiristiyaniyên li Sûriyê derbarê xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin di hejmara 242 ya Rûdawa Ewropa de cih digire. + +Herwiha hevpeyvînek ligel Vedat Turgut ku di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê di 30ê Adarê de namzetê Hüda Parêyê şaridariya Baglarê li Amedê ye hatiye kirin û di vê hejmarê de cih digire. + +Çend mijarên din jî wek hilbijartinên civatên şaredariyên Holendayê û ku tê de çend Kurdêm biserketin û serkirdeyekî Kurdên Îsraîlê dibêje deriyê wezareta derve ya Îsraîlê ji Kurdan re vekiriye di Rûdawa Ewropa de cih digirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerê yê PYDê ye û çekdarên DAÎŞê yên girêdayê Qaîde li derdora herêma kobanî giran dibe. + +Şerê li wê herêmê gihişte asta ku YPGê alîkariyê ji hêz û aliyên syasuyên din yên Kurdistanê bixwaze. + +ji ber vê yekê ciwanên Kurdên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê koçberên nerînin xwe tînin ziman. + +Şerê li derdora herêma Kobanî ev çend hefte ne didome û duh jî li rojavayê Kobanî şer giran bû. + +Roja sêşemê jî çekdarên DAÎŞê êrîşê gundê Xirbet Eto li başûrê Kobanî kirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên Yekgirtû û Komel ku du partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê ne dibêjin ku grûpa rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAÎŞ) barekî giran e ser Îslamê. + +Bi nêrîna berpirsên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê, çalakiyên çekdarî yên DAÎŞê bûne barekî giran ser Îslamê. + +Berpirsên her du partiyên îslamî di wê baweriyê de ne ku DAÎŞ beşdariya avakirina Iraqê nake, lê belê Iraqê wêran û talan dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di destûra navxweyî ya Tevgera Gorran de mafê xwe namzetkirin ji bo posta berpirsê giştî yê tevgerê hatiye sînordarkirin. + +Destûra navxweyî ya Tevgera Gorran ku li ser malpera fermî ya tevgerê hatiye belavkirin û ji 11 beşan pêk tê. + +Di benda sêyem a beşa neh a destûra Gorran de hatiye diyarkirin ku hilbijartina berpirsê giştî û endamên rêveberiyê 2 salan carekê dibe. + +Di xaleke din a heman bendê de hatiye gotin ku berpirsê giştî û endamên rêveberiyê tenê dikarin 3 caran xwe bo heman postê namzet bikin. + +Li gor wê destûrê jî, berpirsê giştî yê niha yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa dikare heta 6 salên din serkirdatiya wê tevgerê bike. Wate piştî pesendkirina destûra tevgerê dikare 3 carên din xwe ji bo posta berpirsê giştî kandîd bike. + +Destûra navxweyî ya Gorran di yekemîn kongreya tevgerê di rojên 26 û 27ê kanûna 2013an li bajarê Hewlêrê hat pesendkirin. + +Duhok (Rûdaw)- Îro nêzîkî 700 koçberên Rojavayê Kurdistanê di rêya deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Çavkaniyekê ji rêveberiya deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku navbera 600 heta 700 koçberên ku piraniya wan xelkê herêmên Kobanî û Efrînê ne, li aliyê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor kom bû. + +Çavkaniyê diyar kir ku rêveberiya derî îro wek haleteke awarte derî li ber wan koçberan vekir û bi ti awayekî derî li ber koçberiyê bi yekcarî nayê vekirin. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku deriyê Pêşabûr ango Sêmalka ti carî li ber haletên mirovî nehatiye girtin û nayê girtin jî. + +Hin koçberên ku îro derbasî Başûrê Kurdistanê bûn ji Rûdawê re gotin ku ";hejmarek mezin ji wan koçberan ev nêzîkî 20 rojane li ser sînor bûn û li bendê bûn ku derbas bibin";. + +Deriyê Sêmalka li gor rêkeftina Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, di sibata 2013an de bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê hat vekirin. + +Berî ragihandina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve di dawiya meh çile ya borî de, deriyê Sêmalka ji aliyê komîteyên hevbeş ên ENKSê û EGRKê dihat birêvebirin, lê pişt re derî ket bin kontrola kantona Cezîrê û ENKSê nûnerên xwe ji rêveberiya derî vekişandin. + +Dirbêsî (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê, xwepêşandana ku biyar bû îro li bajêr ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî derbikeve, qedexe kir. + +Biryar bû îro li ser banga şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li bajarê Dirbêsiyê xwepêşadanek li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê ên ku ser herêma Kobanî tên kirin, bihata lidarxistin. + +Lê belê asayişa PYDê bi hênceta ku xwepêşanderan destûr û ruxset ji wan ne standiye, daxwaz ji xelkê ku li cihê xwepêşandanê kom bûbûn kir ji hev belav bibin. + +Xwepêşander jî bo ku ti tevlîhevî dernekeve ji hev belav bûn. + +Serokê şaxê ENKSê li Dirbêsiyê Ebdilrehman Elî bûyer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got ";Piştî vî karê asayişa PYDê, me biryar da civîneke awarte li dar bixin ji bo ku em hewlesta xwe bi awayekî fermîa rabgihînin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Derbarê bangewaziya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ji bo şerê Kobanî daxwaza alîkariyê kiribû de, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hertim amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike. + +Berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistan û Sûriyê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî derbarê bangewaziya YPGê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Serokatiya Herêma Kurdistanê hertim amade bû û amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike";. + +Derbendî bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir û got ";Hemû bi hev re bin wek çawa di rêkeftina Hewlêrê de we soza daye";. + +Rêkeftina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê hatibû îmzekirin û di encam Desteya Bilind a Kurd hat avakirin, lê ew karê wê destê rawestiyane. + +Derbendî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina partiyên Rojavayê Kurdistanê ragihand û got ";Em amade ne bi her tiştê ku ji destê me were em alîkariya we bikin";. + +Kobanî (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Xirab Eto li rojavayê bajarê Kobanî. + +Çavkaniyekê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku gundê Xirab Eto ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê. + +Gundê Xirab Eto ku nişteciyên wê Kurd û Ereb in, di çend rojên borî de rastî êrîşên çekdaêrn DAÎŞê hatibû û di encam de şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê de derketibûn. + +Her derbarê rewşa herêma Kobanî û êrîşên DAÎŞê de, serokê hikûmeta kantona Kobanî Enwer Mislim di nameyekê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa kir ku alîkariyên yekser bigihînin Kobanî û di rêyên dîplomasî û siyasî re kar ji bo rawestandina êrîşên DAÎŞê bikin. + +Di nameya xwe de Mislim got ";Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa vekirina deriyên sînorî bi Tirkiyê re ji bo gihandina alîkariyên mirovahî gerantî bikin";. + +Kantona Kobanî di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û 2 partiyên din ên Kurd ve hat ragihandin. + +Derbarê şer û pevçûnên li derdora Kobanî de, peyamnêrê Rûdawê diyar ragihand ku îro tundiya şer sist bûye û tenê pevçûnên sivik li hinek deveran mîna gundê Aşmê li başûrê Kobanî encam dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dê ji bo dîtina Talebanî serdana Almanya bike. + +Bi mebesta haydarbûna ji rewşa tenduristiya Talebanî, hevjîna wî Hêro Îrahîm Ehmed dê serdana Almanya bike. + +Li gorî malpera fermî ya YNKê, behsa wê nehatiye kirin ka xanima yekem a Iraqê dê kînga serdana Almanya bike lê hatiye gotin, ew serdana Hêro Îbrahîm Ehmed ku di heman demê de endama polîtburoya YNKê ye jî, di çarçoveya heman serdanên berê de ye ku bo haydarbûna ji rewşa tenduristiya Talebanî dihat kirin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an tûşî kirîza mêjî bû û ji ber wê jî derbasî Almanya hat kirin û heta niha jî li wir tê dermnakirin. + +Roja 19ê Adara îsal, pijîşkê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm roja 6-7 Adara îsal serdana Almanya kiribû û tomareke vîdyoyî ji Talebanî anîbû Kurdistanê ku tê de Talebanî diaxife. Rayedarên YNKê jî gotin, Talebanî di vîdyoyê de diaxife û rewa wî jî baştir e. + +Li gorî agahiyan, YNK niha mijûlî amadekirina beşek ji dîmenên Talebanî ne bo hilbijartinên Parlamentoya Iraq û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê. + +Xarpêt (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş li navçeya Dep û Kowanciyan ya bajarê Xarpetê di mîtînga hilbijartinên herêmî de axivî û diyar kir ku dê di 30'ê Adarê de partiyên pergalê têk biçin û wiha got: "Yên ku ji BDP'ê bitirsin 4-5 diz in. Bila bitirsin ji ber ku em ê tiştên ku dizîne ji difinê wan re bînin." + +Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya mîtîngên hilbijartinên 30'ê Adarê de çû navçeyên Dep û Kowanciyan yên Xarpêtê. Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, cîgira hevserokên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Ayhan Karabulut û bi hezaran welatî beşdarî mîtîngê bûn. + +Welatiyan bi dirûşma; "PKK gel e, gel li vir e" konvoya BDP'ê pêşwazî kirin û govend gerandin. Li Depê ji 7 salî heta 70 salî rengên kesk, sor û zer hilgirtin. Esnaf û ajokaran piştgirî dan konvoya BDP'ê. Mîtîng li Meydana Depê hat lidarxistin, li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yek jî jê pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan û alên PKK'ê hatin daliqandin. + +Namzedên hevşaredariya Xarpêtê Gonul Taş û Mehmet Uzun, namzedên hevşaredariya Depê Cennet Ayik û Burhan Kocaman gel silav kirin. Demîrtaş dema derket ser dikê girseyê bi deqeyan li çepikan xistin. Demîrtaş da zanîn ku tekez niha Mazlûm Dogan tabloya heyî temaşe dike. + +Demîrtaş diyar kir ku ji bo ji Depê re xizmetê bikin hatine navçeyê û wiha got: "Dê di 30'ê Adarê de partiyên pergalê têk biçin. Dê di 30'ê Adarê de Dep bi ser keve. Yên ku ji BDP'ê têk biçin û bitirsin 4-5 diz in. Bila bitirsin ji ber ku em ê tiştên ku dizîne ji difinê wan re bînin. Îro gelê Depê destê xwe ji maseyê dixe û dê dizan bişînin. Yên ku hatin bijartin, gel jibîr kirin. Di nav 5 salan de derneketin pêşberî we, lê hevalên me her tim ligel we ne. Dê her tim deriyên wan vekirî bin, 24 saetan telefon vekirî bin. Îro serweta wan çiqas be, dê piştî 5 salan jî ewqas be. Malê zêde heram e. mûçê wan diyar e." + +Piştî mîtînga Depê, konvoya BDP'ê berê xwe da Kowanciyan û BDP'î li navçeyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzedê şaredariya Kowanciyan Mehmet Aydogan, namzedên hevşaredariya Xarpêtê gel silav kirin. Bênavber dirûşmên; "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Demîrtaş li vir axaftineke kurt kir û piştre konvoy ber bi Dêrsimê ve bi rêket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Omêd Sebah daxuyaniya Berpirsê Odeya Rêxistina Tevgera Gorranê derbarê pêkanîna hikûmetê ";bêyî partiyên îslamî"; red kir. + +Berpirsê Odeya Rêxistina Tevgera Gorranê, Şemal Ebdulwefa, di hevpeyvînekê de ligel heftenamya Awêne de gotiye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşniyazek bo Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa kiriye ku Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê bi tena xwe û bêyî beşdariya aliyên îslamî kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin. + +Di vê barê de, Omêd Sebah di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ev gotin redkirin û got: ";Ti bingehek ji vê babetê re nîne û dûrî rastiyê ye."; + +Her wiha Sebah di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";Serok Barzanî ligel wê yekê de ye ku hikûmeta binfereh bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn û aliyên îslamî li Kurdistanê jî baş haydarê vê hewlesta Serok Barzanî ne. + + +Amed (Rûdaw) - Li Bakrê Kurdistanê, di salên 1990'an de nêzîkî 4 hezar gund ji ber zextên leşkerî, tîmên taybet û cerdevanan hatin valakirin û gund hatin şewitandin. Ji bo vegera gundan Platforma Vegera Axa Qedîm hat avakirin u dest bi xebatê kirin. Endamê Platformê û Serokê Goç-Dera Amedê Vecîh Aydogan, diyar kir ku ew dê êdî bi xwe birînên xwe derman bikin. + +Li herêmên kurdî yên Tirkiyê di salên 1990'an de bi navê "Têkoşîna li dijî PKK'ê" ji aliyê hêzên dewletê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve nêzîkî 4 hezar gund hatin valakirin û hatin şewitandin. Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe koç kirin û çûn li bajar û metrepolan bi cih bûn. Kurdên ku ji cih û warê xwe koç kirin di aliyê çand, ziman, civakî, aborî û jiyanê de gellek zor û zehmetiyên mezin jiyan. + +Piştî zagona "Zerarên ji ber Terorê pêk hatine" xwestin qerebû bikin û bi vê yekê xwestin rê li pêşiya darizandina li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bigirin û destûr nedin ku DMME derbarê Tirkiyê de dozê veke. Di vê pêvajoyê de ji bo ku welatî karibin dîsa li gundên vegerin xwe di pêşengiya KCD'ê de xebatek hat meşandin. KCD ji bo dîsa vegera gundan bide destpêkirin Platforma Vegera Axa Qedîm hat avakirin u dest bi xebatan kirin. + Endamê Platformê û Serokê şaxa Amedê ya komeleya koçeriyê (Goç-Derê) Vecih Aydogan, derbarê xebat û armanca platforê de agahî dan û anî ziman ku li Amedê di navbera 2-3'ê meha Mijdara îsal de konferans pêk hat û di vê konferansê de ji bo vegera gundan biryar hat girtin. + +Aydogan, diyar kir ku di konferansê de 28 biryar hatin girtin û biryara herî girîng jî ji bo vegera gundan meşandina xebatan bû. Aydogan, anî ziman ku li aliyekî xwestin bibin cerdevan û yên nebûn cerdevan jî bi zorê hatin koçkirin û niha axa wan hatiye dagîrkirin. Aydogan, da zanîn ku ji bo vegera gundên hatine valakirin komîsyonek ava kirin û vê komîsyonê ji nûve dest bi xebatê kiriye. + +Aydogan, destnîşan kir ku bi rêya komîsyona han welatiyên 2 gundan û 5 mezrikan serî li wan dane û ji bo vegera gundan dest bi xebatê kirine. Aydogan, got ku ji bo welatiyên 2 gund û 5 bajarokên Pîronê li gundê xwe û warê xwe vegerin dest bi karê pratîk kirine û xwest êdî hemû welatî li ax û warê xwe û gundên xwe vegerin û wiha got: "Heta niha me gellek kar di aliyê agahî û axaftinê de kir. Lê niha em dest bi xebata pratîkê dikin. + +serok Goç-Dera Amedê Aydogan anî ziman ku êdî ti bendewariyên wan ji dewletê tine û dê hemû pirsgirêkên xwe û birînên xwe bi xwe derman bikin û çareser bikin. + +Vecîh Aydogan, di berdewamiya gotinên xwe de ragihand ku pergala cerdevaniyê heta neyê rakirin veger jî pêş nakeve ji ber ku astengiya herî mezin pergala cerdevaniyê ye. Aydogan, da zanîn ku berî her tiştî divê pergala cerdevaniyê bi dawî bibe û zeviyên bi mîn bên paqijkirin. Aydogan, diyar kir ku zagona hêjmar 5233'ê zagonek qirêj e û ev zagon birînên gel kûrtir dike û ne ji bo çareseriya pirsgirekan e. Di sala 2004'an de ji bo rê li pêş DMME'ê bigirin ev zagon derxistin û xewstin bi vê zagonê her tiştî berovajî nîşan bidin. Piştî vê zagonê 162 hezar mirovan serlêdan kirin. + +Aydogan, anî ziman ku di encama polîtîkayên dewletê û tundiya dewletê de gund hatin valakirin û piştî sala 1995'an zêdeyî 500 hezar karkerên demsalî pêş ketin û ev sedema wê koçberiya bi zorê ye. + +Vecîh Aydogan + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand, dê bi mebesta alîkarîkirina penaberan nûnertiyeke xwe li Herêma Kurdistanê vebike. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeke YE kir ku ji nûnerê taybet ê Komîsara Bilind a YE bo karûbarên Derve Kirîstiyan Bêrger û balyoza YE li Iraqê Yana Haypaşkova û hinek berpirsên din ên Ewropa pê dihat. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. + +Di nûçeyê de hat gotin ku şanda mêvan ragihandiye ku YE piştevaniya hilbijartinan dike û bo vê jî tîmeke taybet bo amadekarî û çavdêriya hilbijartinan dişîne Iraq û Herêma Kurdistanê. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya vê yekê kir û girîng nirxand. + +Her wiha hat zanîn, şanda Ewropa ragihand ku dê di nav çend hefteyên bê de bi mebesta alîkarîkirina mirovî ya penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê nûnertiyeke xwe li Hewlêrê vebike. + +Di mijara rewşa penaberên Sûriyê de jî rayedarên Ewropî pesnê Herêma Kurdistanê dank u bi awayekî baş xwedî li penaberan derketiye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, nêrînên cuda di nava partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li pey xwe anîn. + +YPG, ku ji 19ê vê mehê ve li dijî çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li derdoara bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê şer dike, roja 24ê mehê di daxuyaniykê de bang li aliyên Kurdistanî kir ku alîkarî û piştgiriya wan bikin. + +Li ser vê banga YPGê 3 nêrînin cuda di nava partiyên siyasî yên Rojhialtê Kurdistanê de derketiye. + +Beşek ji wan partiyan dibêjin ku ew amade ne ji aliyê siyasî ve alîkariya wan bikin, hin partiyên din jî dibêjin ku eger hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê bi hevre daxwz bikin ew dê hêzên pêşmerge bişînin Rojavayê Kurdistanê û hinek jî dibêjin ku ew banga YPG hewleke ne cidî ye. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê bi beşdariya derdora deh hezar kesî, mîtîngeke mezin ji aliyê BDPê ve hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş got ku vê qelebalixa mezin ji niha ve encamên hilbijartinên Dêrsîmê eşkera kiriye. + +Di mîtînga ku îro ji aliyê Hêzên Yekbûyî yên Şoreşger (BDP, EMEP, HDP, ESP, Partîzan)ve li Meydana Seyîd Riza hat lidarxistin de Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, Wekîlê Koma BDPê Îdrîs Balûken, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Levent Tuzel, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yuksekdag axivîn. Hunermend Ferhat Tûnç, hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney, Akin Bîrdal û nûnerên partiyên Hêzên Yekbûyî yên Şoreşger jî amade bûn. + +Destpêkê Yuksekdag axivî û got ku Partiya Gel a Komarî (CHP) dest daye destê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku bi nijadperestiyê tê nasîn. + +Piştî Yuksekdagê, Serokê Giştî yê EMEPê Levent Tuzel axivî. Tuzel got ku li Dêrsîmê du cor deng hene û domand: "Yek jê dengê serdestan û yên nûnerên serdastan e; dengê din jî dengê hêzên kedê û dengê gel e." + +Tuzel, diyar kir ku dê di 30yê Adarê de dê Dêrsîm pişt bid hevnamzedên aştî û kedê. + +Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş dema derket ser dikê coş û xiroşeke germ û gurr bi girseyê ket. Demîrtaş jî li hemberî vê pêşwaziyê, bejna xwe tewand. Demîrtaş, ji girseya ku ew ji zêdebûna wê dilşad bû re daxuyand ku qelebalixê ti hêvî ji namzedên partiyên din re nehêştiye. + +Dema ji girseyê dirûşmeya 'Em bi te serbilind in' berz bû, Demîrtaş jî heman hest li girseyê zîvirand û got: "Ya rast em bi we serbilind in. Hûn ewqas baş li hevnamzedan xwedî derketin, li pêşberî we hinarikên rûyê me sor dibin. Bi encaman re bi serkeftina ku şayanî Dêrsîmê ye, em ê şeva 30yê Adarê dîsa heman meydanê bi fîşengên hewayî serkeftina gelê xwe pîroz bikin." + +Herwiha Demîrtaş di axaftina xwe de bi nimûneyên şênber bal kişand ser kêşeyên ku pêş 10 salan Dêrsîm di nav de asê mabû. Demîrtaş di vê çarçoveyê de qala xebatên ku ev deh sal e şaredariya BDPê bi pêş xistine, kir. + +Demîrtaş destnîşan kir ku li seranserê Bakur û Tirkiyê yekane bajarê ku hîç tiştek hinardeyê derve nake Dêrsîm e. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: "Ji ber ku niha wekî berê ji destê serdestan nayê mîna 1937-38an komkujiyan pêk bînin; lewma dixwazin niha jî bi hejarkirinê Dêrsîmê vala bikin. + +Dema AKPê hat ser text, Dêrsîmê di warê hejarî û rewşa aborî de bajarê 52em bû, niha bûye 58em. Ev paşkeftin a çi ye? Dêrsîm 6 rêzên din hejar bûye. Ev polîtîkaya bi zanatî ji aliyê hikûmetê ve hatiye bipêşxiştin. Ji ber ku armanc kêmkirina nifûsê/gelheya me ye. Nemaze di encama van polîtîkayan de gelheya Dêrsîmê ji sedî 50 daket. Çemê Minzûrê, nirxên dîrokî yê Dêrsîmê bi bendavan dixin bin avê. Di hundirê 4 salan de ji sedan 90ê zeviyan tune kirin. Serdest dixwazin ku li Dêrsîmê, dêrsimî nejîn, biterikînin biçin." + +Demîrtaş, da zanîn ku dê li kêleka Bîrdariya Seyîd Riza, peykerên Mazlûm Dogan û Îbrahîm Kaypakka jî dayînin. + +Demîrtaş di axaftina xwe de AKP û CHP bi tundî rexne kirin. Demîrtaş, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) rexne kir û got ku di bûyerên Geziyê de bi zanatî nîşana zarokên Elewiyan hatiye girtin. + +Li aliyê din Demîrtaş got ku heta niha 6 partiyên wan hatine girtin û BDP partiya wan 7em e. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Me 90 caran zêdetir xizmetguzariyên ku CHPê di 90 salan de bi cih neaniye, bi cih aniye. Rindiya ku herî mezin CHP dikare ji Dêrsîmê re bike ev e: Dev ji Dêrsîmê berbide, Dêrsîmê ji Dêrsîmê re bihêle. Jixwe mantalîteya CHPê rê li ber kêşeyên li Dêrsîmê vekir. Cûdahiya AKPê ji CHPê, keskbûna we ye. AKP hinek ji CHPê kesktir e. Keskahiya dolaran û keskahiya din. + +Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got ku ew hevnamzedên BDPê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn dispêrin Dêrsîmê. + +Serdana Demîrtaş a Dêrsîmê didome. Hevserokê BDPê dê serdana navçeyên Qisle, Pilemoriye, Pilûrê jî bike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ti pêwendiyeke telefonî di navbera Barzanî û Malikî de çênebûye. + +Hinek malperên erebî û iraqî îdia kirin ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî, bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axiviye û ji ber gotinên xwe ku gotibû ";divê em tola Bidêwî bistînin"; lêborîn ji Barzanî xwastiye. + +Li hember vê yek, berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, ji Rûdawê re axivî û ew nûçe û îdia bi derew derxist û got, ew nûçe û îdia rast nînin. + +Dr. Omêd Sebah her wiha diyar kir ku ti pêwendiyeke telefonî di navbera Malikî û Barzanî de çênebûye. + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ku cenazeyê hunermend Siyamend Oskullî ji Tirkiyê gihişte herêma Kobanî, li goristana gundê Termik hat binaxkiribûn. + +Di merasîma binaxkirina hunermend Siyamend Oskullî de, gelek gotin ji aliyê dost û hevalên wî û saziyên rewşenbîrî ve hatin pêşkêş kirin. + +Siyamend Oskullî roja duşemê 17/3/2014 di encama qulbandina keştiyeke rêwiyan di deryaya Îce de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. + + + +Dirbêsiyê (Rûdaw)- Di wê rojê de ku agirê Newrozê tê de hat vexistin, şandeke kantona Cizîrê ku ji 24 kesan ji tevahiya pêkhateyên netweyî yên Rojavayê Kurdistanê pêk dihat, derbasî Bakurê Kurdistanê bû û piştî 5 rojan ew şand di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegeriya nav Rojava. + +Li gor daxuaniya wezîre perwerde yê kantona Cizîrê, şanda wan ti hevdîtin bi berpirsên hikûmeta Tirkiyê re pêk ne anîne, lê digel BDPê hevdîtin pêk anîbûn. + +Wezîrê perwerde yê kanotna Cizîrê got ";Girîngîdaneke navdewletî bi pirsa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser û kantonan cêbûye";. + +Di nav şanda kantona Cizîrê de Ereb û Suryan jî hebûn. Endamekî Encûmena Yasadanînê ya kantona Cizîrê ku bi xwe Ereb e, bal kişande ser sedema lezkirina wan di vegerê de. + +Dema derbasbûna vê şandê de, Artêşa Tirkiyê ku bi kare çavdêrîkirina sînor radibe, ketibû liveke ne normal de. + +Kantona Cizîrê di 21/1/2014 de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e roja 5/4/2014 kongreya yekgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê bê lidarxistin. + +Ew çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ji Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du Partiyên Azadî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk tên ku heyameke di eniyeke siyasî de bi navê Yekîtiya Siyasî kar dikin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e ew çar partî di bin navê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê de bibin yek û serkirdatiyekê ji 51 kesan pêk bînin. + +Hejmara endamên wan partiyan di kongreyê de bi vî awayî ye: Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) 360 endam, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê 90 endam, Partiya Azadî ya din jî bi heman awayî 90 endam û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê 60 endam. + +Tevî ku Rojavayê Kurdistanê nîvçe azad e, lê her çar partiyên Rojavayê Kurdistanê wê kongreya xwe li Başûrê Kurdistanê li dar bixin bi hênceta ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rê li karên wan digire. + +Ew kongre wê bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin û guman heye ku ji ber bi cih nebûna hemû endamên serkirdatiya her çar partiyan di partiya nû de, hinek rêxistinên din ava bikin, lê ev bi tenê gumana hinek şirovekarên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha ti hewleke wiha nayê dîtin. + +Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê di dawiya sala 2012an de hat avakirin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û şermezarkirina êrîşên DAÎŞê li dijî wê herêmê were lidarxistin. + +Xwepêşandana îro li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TVK) ye û wek di banga wê tevgerê de hatiye gotin, xwepêşandan dê piştî nimêja înê li ber mizgefta Qasimo li taxa Xerbî destpêbike. + +TCKê di banga xwe de daxwaz kir ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin de were aktîvkirin ";ji bo ku her kes bikaribe bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bike";. + +Duh şaxê ENKSê li bajarê Dirbêsiyê xwepêşandeke li dijî êrîşên DAÎŞê yên li ser herêma Kobanî tên kirin li dar xist, lê belê asayişa Dirbêsiyê ya ser bi Partiya yekîtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi hênceta ku destûra asayişê ne standine, xwepêşander ji hev belav kirin. + +Di destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de her roja înê çalakvanên Kurd li ber mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo xwepêşandanên xwe li dar dixsitin, lê ji ber ku rêxistinên ciwanan ên girêdayî PYDê cihê xwepêşandanên xwe li Qamişlo guhertin û anîn ber heman mizgeftê, çalakvanan berê xwe dan çerxerêya Munîr Hebîb û mizgefta Selman Farisî li taxa Enteriyê û li wir xwepêşandanên xwe destpêdikin. + +Di nava vê meha adarê de 3 xwepêşandan li bajarê Qamişlo ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed di bin parastina hêzên ewlekariya rejîmê de hatine lidarxistin û ya herî dawî roja çarşemê ya borî bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa giştî ya Rojavayê Kurdistanê ku girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, derketina hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bo derve û herwiha hatina xelkê bo nav Rojava, bi destûr xwe ve girê dide. + +Asyişa giştî ya Rojavayê Kurdistanê di biryara xwe de ku dibêje armanca wê rêxistina hatin û çûna hemwelatiyan e, got ku her kesê ku bixwaze serdana Rojavayê Kurdistanê bike jê tê xwestin ku 2 wêneyên xwe, kopiyek ji nasnameyê û pasport pê re hebe û herwiha kefîlekî ji Rojavayê Kurdistanê peyda bike. + +Li gor heman biryarê, her hemwelatiyekî ku bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê derbikeve divê destûra asayişa PYDê ku bi ";erêkirina ewlehiyê"; hatiye binavkirin, bistîne û 200 lîreyên sûrî bide. + +Derbarê wê biryarê de, berdevkê ragihandina asayişa PYDê Mihemed Xelo ragihand ku armanca wan ji derxistina vê biryarê ewe ku diyardeya koçbera ne rewa ya ku bazirgan û qaçaxçî pê radibin, nemîne. + +Xelo diyar kir ku biryara wan wê destpêkê li herêma Cizîrê were bicihkirin û eger serbikeve wê pişt re li herêmên Kobanî û Efrînê jî bimeşe. + +Li herêma Cizîrê deriyên sînorî yên Sêmalka, Til Koçer, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ne, ji bilî deriyê Serê Kaniyê ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin, her sê deriyên din vekirî ne. + +Herwiha deriyê Qamişlo ku deriyekî fermî ye di navbera dewleta Sûriyê û dewleta Tirkiyê de, di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Efrînê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî şermezar kir, herwiha piştgiriya ku hemû pêkhateyan daye Yekîneyêna Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, bilind nirxand. + +Şaxê Efrînê yê ENKSê duh daxuyaniyek derbarê rewşa herêma Kobanî de ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê tê, derxist û tê de got ";ew wek ENKSê piştgiriya ku gel bi hemû pêkhateyên xwe ve daye YPGê li Kobanî bilind dinirxîne";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";YPGê bi xwîna xwe dastanên fedakrî û qaremaniyê tomar kirine û di hemû şeran de niştimanperweriya xwe daye xuyakirin";. + +Şaxê Efrînê yê ENKSê herwiha bang li hêzên siyasî û leşkerî yên opozîsyona Sûriyê kir ku li kêleka gelê Kurd rawestin û got ku armanca êrîşîn DAÎŞê ewe ku herêmên Kurdan vala bikin û demografiya wan herêman biguherin. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Ji ber qulbîna paseke xwendekarên zanîngeha Çemçemalê li seyrangeha çemê Rêzan ku bi mebesta seyranê berê xwe dabûn seyrangehên qeza Dukan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, kesekî jiyana xwe ji dest da û 17 kesên din jî birîndar bûn. + +Qaymqamê qeza Dukan Aso Bekir Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro înê paseke ku hemû rêwiyên wê xwendekar bûn, li seyrangeha çemê Rêzan qulibî";. + +Mistefa diyar kir ku di bûyerê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 17 xwendekarên din ên kur û keç birîndar bûn. + +Mistefa herwiha got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Dukan û Silêmaniyê û birînên wan ne giran in. + +Xwendekarên ku di pasê de bûn ên kolêca perwerde ya zanîngeha Çemçemalê ne. + +Kobanî (Rûdaw)- Li hember êrîşên wan ên li dijî gundên herêmên Kobanî û Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi top û hawenan êrîşî çekdarên DAÎŞê li rojavayê Kobanî kirin. + +Çavkaniyekê ji nav YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku duh şervanên YPGê êrîşî grûpeke çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li gundê Yarqoyî li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Girê Spî kir. + +Çavkaniyê hejmara kuştî û birîndarên wê êrîşî aşkere nekir, lê got ku çend çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne. + +Her li gor hema çavkaniyê, li rojavayê herêma Kobanî jî YPGê bi top û hawenan êrîşe çekdarên DAÎŞê li gundên Xerab Eto û Cideydê kirin û di encam de jî kuştî û birînda li aliyê DAÎŞê hebûn. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şerê li gundê Yarqoyî de 5 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Ev yekemîn car e ku YPGê çekên giran wek Top û Hawenan li dijî DAÎŞê li herêma Kobanî bikar tîne. Gundên Xerab Eto û Cideydê ku Kurd û Ereb tê de dijîn di bin kontrola DAÎŞê de ne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Cezaa yê girêdayî bajarokê Til Koçer ê girêdayî parêzgeha Hesekê, şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê de derket û di encam de hejmarek kes hatine kuştin. + +Şahidekî bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja çarşemê çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Cezaa kirin û gund ji bin kontrola YPGê derxistin. + +Li gor wî şahidî, duh piştî nîvro YPGê car din çekdarên DAÎŞê ji gundê Cezaa derxistin û li derdora gund şerekî giran navbera her du aliyan derket. + +Şahidê ku ne xwest navê wî bê aşkerkirin, got ";Di encama şer de 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji wan birîndarbû, herwiha bi dehan çekdarên DAÎŞê hatin kuştin";. + +Bi gotina wî şahidî, di nava çekdarên DAÎŞê yê hatine kuştin de çend çekdarên Kurd jî hebûn û navên Emîr el-Ekrad, ebû Yûsif el-Kurdistanî, Ebû Marî el-Kurdistanî û Ebû Mûaz el-Ensarî, herwiha berpirsê ragihandina DAÎŞê li wê herêmê yê bi navê Ebû Beraa el-Tayî birîndar bû. + +Kesekî din ê nêzîkî bûyerê derbarê şerê li Cezaayê de ji Rûdawê re ragihand ku duh çekdarên DAÎŞê êrîşî navendeke leşkerî ya YPGê li gundê Cezaa kirin û 4 şervanên YPGê birîndar kirin. + +Çavkaniyê got ku di encama wê êrîşê de şer navbera her du aliyan derket û heta nîvê şeva borî berdewam bû. + +Bi gotina wî kesê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, her çar birînarên YPGê li nexweşxaneya mezin a bajarê Dêrikê dihatin dermankirin û ji ber giraniya birînên yekî ji wan ew îro sibehê rakirin nexweşaneyeke bajarê Qamişlo. + +Çavkaniyê diyar kir ku di şerê Cezaa de 20 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) belav kiriye ku di şerê li Cezaayê de zêdetirî 30 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Heta niha YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye derbarê bûyerê û hejmara kuştî û birîndaran de ti daxuyanî belav nekiriye. + +Gundê Cezaa li başûrê rojavayê bajarokê Til Koçer dikeve û hemû nişteciyên wê erebên û piraniya wan ji eşîra Şemer in. + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku ji bo Kurdan ne dema xwestinê ye lê 'dema bicihanîna daxwazê' ye û got, "30'ê Adarê hilbijartina rêveberiya xweser e. Di hilbijartinan de 4 bajarên mezin dikarin bibin 4 kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê." Ok her wiha ragihand, pêwîstî bi bangawaziya YPGê bo alîkariyê nedikir ji ber ku divê gel bixwe here alîkariya Rojava. + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê li Tirkiyê û herêmê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Ok, anî ziman ku Newroza 2014'an asta baş a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê raxistiye pêş çavan û diyar kir, di asta heyî de divê îsal, muzakereyên esasî li ser bingeha qanûnî were rûniştandin, mercên ewlekarî, tenduristî û azadî yên Rêbertî dibêje bi awayekî paralel û bi hev re bicih werin anîn, hiqûqa muzakereyê were diyarkirin û bi şêweyê ku Ocalan rast dibîne û dibêje bi heyetan re xebat werin meşandin. + +Ok, da zanîn ku pêwîste AKP neçarî guhertin û gav avêtinê bê hîştin û wiha got: "Eger ev nebe tevgera me bi deklarasyonekê aşkera kiribû; Emê li Kurdistanê azadiya xwe, sîstema xwe têkoşîna xwe, bi xwe pêk bînin. Yanî ez êdî ji vê re nabêjim rêveqetîn e, rê diyar bûye. Eger piştî hilbijartinan AKP hişê xwe bîne serê xwe û di pêvajoyên herî kaotîk ên jiyaye de, demokrasiyeke radîkal û muzakereyên bingehîn bi Rêbertiyê re bide destpêkirin, pêwistiyên vê bicih bîne, wê baş be. Ya ku em û gelê me dixwaze ev e; lê ev deriyekî biçûk e. Şanseke biçûk e." + +Wî rayedarê PKKê, destnîşan kir ku eger AKP nêzîkatiyeke rast ji şert û mercên muzakereyê re nîşan nede, divê gelê Kurd ji îro û pê ve bi têkoşîna xwe ya rewa ya serhildanan û avakirina sîstema xwe re, bersivê bide vê salê û got, "Bingeha vê heye. Ez dikarim vê bêjim. Mînak; eger di van hilbijartinan de li Başûrê rojava Riha weke bajarê mezin ji aliyê BDP'ê ve were qezençkirin, li qada navîn Amed ji xwe wê BDP qezenç bike. Li Botanê Mêrdîn were qezençkirin û li Serhedê jî Wan weke bajarê mezin bê qezençkirin, li Kurdistanê çar bajarên mezin dikarin bibin çar kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê. Di şûna 'ez wê dixwazim, vê dixwazim' de divê Kurd têkoşîna bidestxistina daxwazên xwe bidin, dem dema wê ye. Li kêleka wê şoreşeke ewçend bi heybet pêk hatiye." + +Sabrî Ok diyar kir ku hemû qirêjiyên AKP û mêtîngeriyê li naverastê belav bûne û anî ziman ku ji vê saetê û pê ve êdî AKP tiştekî ku ji Kurdan re karibe bêje, nîne. + +Ok da xuyakirin ku Ocalan navê referandomê li van hilbijartinan kiriye û got, "Referandom ji bo çi ye? Kurd dê xwe birêve bibin yan wê xwe birêve nebin? Eger ji van hilbijartinan serketin were bidestxistin, BDP, HDP encameke jê hêvî dike bi dest bixe ev tê wateya; Kurd wê bigihêjin rêveberiyên xwe yên xweser. Ewçend girîng e. Divê her Kurd û Kurdistanî bi vî rengî nêzîkî hilbijartinan bibin, dengên xwe bi vî rengî bikar bînin." + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku divê ne tenê ji Bakûrê Kurdistanê ji her aliyên Kurdistanê û derveyî welat, keç, xort, jin û mêr ên Kurd berê xwe bidin Rojava. + +Ok, diyar kir ku li Rojava şoreşeke bi rûmet derketiye holê û anî ziman ku hin dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî nikarin xwe li vê rabigirin lê diyar e ku hin hêz, ku Tirkiye, Qatar, rejîma Sûriyeyê, hêzên navneteweyî û dûvikên wan El Qaîde jî di nav de, naxwazin Rojava aram be û wiha anî ziman: ";Sînorên ku bi zorê li derveyî vîna Kurdan hatine xêzkirin, li pêşiya vê nikarin bibin asteng. Ji xwe têkoşîna me jî li dijî vê ye, em vê red dikin. Çawa çê dibe El Nûsra, El Qaîde ji her deverên cîhanê ciwanan bi navê Misilmantiyê dixapîne û tîne Rojava, Sûriyê dide şerkirin. Ev yek bi temamî ne qanûnî ye, neheq e, hem jî li dijî edaletê ye."; + +li gorî Sabrî Ok, pêwîstî bi bangawaziya YPGê ya alîkariyê nebû ji ber ku Kurd bi awayekî mafdar, adîl û xwezayî dikarin li ser xaka xwe li cem gelê xwe cih bigirin, ";Ji xwe nîvê gellek eşîrên li Bakûr li Rojava ye. Xizmên gellek hevalên me yên şehîd dikevin, li vî alî ne. Ji bo parastina xizmên xwe, ji bo parastina gelê xwe bêguman divê biçin Rojava. Ji bo vê yekê pêwistî bi îlana seferberiya YPG'ê nîne. Bi dîtina min ev ne wezîfeya YPG'ê ye jî";. + + +Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li du cihan meş ji bo piştgiriya Kobanî hat lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku meşa yekem li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) a ser bi ENKSê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a ser bi EGRKê ve hat lidarxistin. + +Meşa TCKê û TCŞê ji pêş mizgefa Qasimo li taxa Xerbî li bajarê Qamşilo dest pê kiribû, herwiha serkirdeyê Hevpeyamniya Niştimanî ya Sûriyê Mihemed Mela Reşîd, ku ew bixwe Kurd e , tê de beşdar bû. + +Herwiha meşa duyem jî li ser banga Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd hat lidarxitin û ew ji pêş mizgefta Selman Farisî destpê kiribû. + +Ev meşa her du rêxistinên ciwanan di bin çavdêriya Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistan de bû, lê di xwepêşandina Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd de hêzên asayişê nediyar bûn. + + Ji roja 19ê mehê ve, êrîşên çekdarên radîkal ên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser bajarê Kobanî berdewamin, û li wir şer û pevçûnên giran di navbera wan çekdarên radîkal ji aliyekî û şervanêna YPGê û gundiyan de destpêrkiriye, û heta niha berdewamin. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, xortekî Başûrê Kurdistanê ku beriya demekî çûbû Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bibû, hatiye kuştin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, xortekî başûrî ku ji bajarê Hewlêrê bû û beriya demekê çûbû Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bibû di şer de hatiye kuştin. + +Hat zanîn ku xebera kuştina wî xortî yê bi navê Hawkar Celal Mamreş îro gihîştiye malbata wî. + +Li gorî agahiyên ku jêderekî ji Asayişa Hewlêrê daye Rûdawê, Hawkar Celal di dawiya sala 2013an de çûye Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bûye û ";li dijî rêjîma Sûriyê"; şer kiriye. + +Tê gotin, xortê han sala 1984an li Hewlêrê ji dayik bûye û dema çûye Sûriyê zarokek wê jî hebûye. + +Çend roj beriya niha jî 11 xort ji Hewlêrê çûn Sûriyê û tevlî komên radîkal bûn û dema gihîştin Sûriyê, name ji malbatên xwe re şandibûn ku gihîştine Sûriyê. + +Piştî derketina komên îslamî yên radîkal li Sûriyê, gellek xortên başûrî bi taybet xortên Helebceyî û Hewlêrî berê xwe didin Sûriyê û tevlî komên radîkal dibin û ";bo xatirê cîhadê li dijî rêjîma Sûriyê"; şer dikin. + +Li gorî agahî û amaran, heta niha zêdetirî 30 xortên başûrî li Sûriyê û li nav komên radîkal de hatine kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rêjeya ava gola Ormiyê li gorî par 40% kêm bûye. Pisporekî îranî jî dibêje, gola Ormiyê bi nexweşiya şêrpencê ketiye û divê were zuhakirin. + +Heta niha çend sal berê dihat gotin ku gola Ormiyê mezintirîn gola Îranê û duyemîn gola şor a cîhanê ye lê gola Ormiyê ketiye rewşek wisa ku mirov nikare vê yekê bêje. + +Ji ber ku li gorî daxuyaniya rêveberê giştî yê parastina jîngehê ya parêzgeha Ormiyê, Husên Ebasnejad, rêjeya ava golê li gorî par 40% kêm bûye. + +Li gorî ajansa ÎSNA ya îranî, Husên Ebasnejad diyar kir ku ji ber kêmbûna baranê û germbûna hewayê gola Ormiyê her ku diçe zuha dibe û ragihand, ev rêje dê di mehên bê de hîn zêdetir be. + +Bikaranîna ava golê bo çandiniyê, kêmbûna baranê û germbûna hewayê wek sebebên serekî yên zuhabûn û kêmbûna ava gola Ormiyê tên zanîn. + +Pisporê jîngeh û çandiniyê yê bi navê Mezdek Mîr Rizayî jî li ser hişkbûna gola Ormiyê dibêje, rewşa gola gellekî metirsîdar e û dê di demek kurt de bibe cihê xoyê. + +Lê li gorî pisporê erdîngariyê Perwîz Kurdewanî, gola Omriyê bi nexweşiya şêrpencê ketiye û divê demildest were zuhakirin. + +Kurdewanî her wiha dibêje, gola Ormiyê êdî nayê rizgarkirin ji ber ku herî kêm 28 milyar metre kûp av jê re pêwîst e, eger salê milyarek av berdin golê û gol jî kun nebe û ava wê nebe hilm di nav 28 salan de dê tijî be! + +Perwîz Kurdewanî her wiha tîne ziman ku gola Ormiyê bi vî rewşa xwe her çiqasî bimîne zirara wê zêdetir e ji ber wê jî çêtir e were zuhakirin û bibe parkek xweşik. + +Ormiye (Rûdaw) - Endamê Encumena Bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê got, navên ku ";li dijî îslamê ne"; dê li ser qad û kolanan werin rakirin. + +Endamê Encumena Bajarê Ormiyê Murteza Pîrî, ragihand ku di encumenê de bi piraniya dengan biryar dane ku navên ";ne îslamî"; li ser qad û konalên Ormiyê werin rakirin û navên îslamî û qurbaniyên komara îslamî di şerên cuda de li wan qad û kolanan bikin. + +Murteza Pîrî her wiha diyar kir ku dê navên gellek ji qad û meydanan bibe azerî û li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di bernameya wan de tine ye ku navên kurdî danên ser qad û kolanên Ormiyê. + +Ev yek di demekê de ye ku hejmara kurdan li wê parêzgehê ji hejmara azeryan zêdetir e. + +Heyamekê beriya niha jî hêzên ewlehî yên komara îslamiya Îranê li Ormiyê navên kurdî yên tevahiya dikan û cihên bazirganî guhertibûn. + +Herweha take enstîtoya kurdî ya wî bajarî ya bi navê Enstîtoya Ehmedê Xanî hate girêdan û çendîn kes ji endamên wê jî bi neçarî welat terikandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka pîrozbahiyên cejna Newroza îsal, 14 kesan di encama bûyerên trafîkê de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. + +Li gorî zanyariyan, ji destpêka Newroza îsal ve heta niha zêdetirî 8 bûyerên trafîk û hatinçûnê li Rojhilatê Kurdistanê çêbûne. + +Li gorî agahiyan, di van bûyeran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne. + +Tê gotin, yek ji sedemên sereke yên wan bûyeran, nebûna planeke diyar ji bo rojên Newrozê ye, ajotvan jî gazidan ji standardnebûna rêyên deverên geşitiyarî dikin û vê yekê bi sedema çêbûna bûyeran didin zanîn. + +Tê zanîn piraniya bûyeran li devera Dêhlorana parêzgeha Îlamê û pişitî wê jî li parêzgeha Ormiyê çê bûne û her yek ji parêzgehên Kirmaşan û Sine jî dikevin rêzên paşê yên bûyerên hatinçûnê. + +Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro (28.03.2014) desteya giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civîna xwe lidarxist û tê de çend biryar hatin standin. + +Nûçegihanê Rûdawê li Qamişloyê ragihand ku di civînê de biryar hate standin ku beyanameyek li ser rewşa Kobanê bê derxistin û herwiha komîteyek 8 kesî ji bo şopandina rewşa Kobanê bê pêkanîn. + +Herwiha desteya giştî ya ENKSê biryar stand ku bi Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê re bicive da ku bi hev re hêvrêziyê bikin ji bo bersivdana banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG). + +Di civînê de ENKSê ragihand ku wê nameyekê li ser girtiyên Kurd û pirsa kesên ku ji kar hatine dûrxistin ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê re bişîne. + +Desteya giştî ya ENKSê herwiha biryar stand ku nameyekê ji Yekîtiya Siyasî re jî bişîne da ku wê li ser bûyerên dawî haydar bike. + +Tê zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel berî çend rojan banga alîkaiyê ji hemû aliyên Kurdistanî kiribû da ku Kobanê ji êrîşên DAIŞê biparêzin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) tê, biryar e li bajarên Silêmanî û Hewlêrê 2 xwepêşandan bên lidarxistin. + +Biryar e îro saet 4ê êvarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li ser banga çend rêxistinan ciwanan, xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û li dijî êrîşên DAÎŞê bo ser wê herêmê bê lidarxistin. + +Herwiha wê sibê li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê, xwepêşandanek bê lidarxistin. + +Xwepêşandana li Hewlêrê ku wê sibê yekşemê saet 5ê êvarê destpêbike, li ser banga 5 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Kurd e, lê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku wê di 5ê nîsanê de kongreya xwe li dar bixin, tevlî banga xwepêşandanê nebûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî li ser zarê çavkaniyekê ji serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) veguhestiye ku serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî dixwaze vegere bajarê Silêmaniyê. + +Ew serkirdeyê YNKê ku navê wî nehatiye aşkerekirin got ";Talebanî êdî dikare hevokên bi nîv temamî bêje û xwestiye vegere Silêmaniyê";. + +Bi gotina heman serkirdeyê YNKê ";Zanyariyên hûr û piştrast hene ku rewşa tenduristiya Talebanî baştir dibe û êdî ew kesên li derdora xwe nas dike û hevokên bi nîv temamî dibêje";. + +Li gor nûçeya wê rojnameyê ku çavkaniya wê serkirdeyê YNKê ye, ";Talebnî vê dawiyê xwest vegere mala xwe li Silêmaniyê û gav ji bo vê yekê hatin avêdtin, lê ev yek pêk nehat";. + +Sekirdeyê YNKê herwiha got ";Em nizanin ji ber çi xwesteka Talebanî pêk nehat, bi tenê malbata wî sedema vê yekê dizane";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";hin hewldan hatin dayîn ji bo ku Talebanî bo Londonê bê veguhestin, lê Talebanî ev yek red kir û israr kir ku ew dixwaze vegere Silêmaniyê";. + +Derbarê cihê ku niha Talebanî lê tê dermankirin de, çavkaniyê got ";Em niha nizanin bê serokomar li Berlin an jî li Londonê ye, lê bi tekîd ew ne li Silêmaniyê ye";. + +Herî dawî, bijîşkê taybet ê serokomarê Iraqê, Necmedîn Kerîm ragihandibû ku ";rewşa Talebanî baştir dibe";. + +Serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ji dawiya sala 2012an ve li nexweşxaneyekê Berlinê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Qubad Talebanî kurê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wî baş dibe û got ku hez dike vegere Kurdistanê. + +Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa bavê xwe kir û got ";Tenduristiya wî gelek baştir bûye û şikir ji xweda re roj bi roj baştir dibe";. + +Derbarê dema vegera bavê wî bo Başûrê Kurdistanê de, Qubad Talebanî got ";Ew bi xwe hez dike vegere Kurdistanê, lê ew dizane jî ku dermankirina herî baş ji bo wî ewe ku li cihê xwe bimîne";. + +Derbarê tedbîrên bijîşkî û dema mayîna wî li nexweşxaneyê de, Qubad Talebanî got ";Dem jê re nehatiye danîn û dermankirina wî berdewam dibe, niha di qonaxa dermankirina siruştî de ye ji bo ku hêza xwe vegerîne";. + +Roja 19/3/2014 Tora Medyayî ya Rûdawê belav kir ku bijîşkê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm di serdana xwe ya 6 û 7ê vê meha adarê de bo Almanya, vîdyoyek ligel xwe aniye û tê de Talebanî di dema axaftinê de derdikeve. + +Qubad Talebanî derbarê wê vîdyoyê de got ";haya min jê nîne";. + +serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî roja 17/12/2012 li Bexdayî rastî celteya mejî hat û pişt re ew rakirin nexweşxaneyeke Almanya û ji wê demê de li wir tê dermankirin. + +Heta niha jibilî çend wêneyan, ti vîdyoyeke Talebanî nehatiye belavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji şermezakirina êrîşîn çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî herêma Kobanî hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de ku duh li ser banga rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) derket, bi dehan kes beşdar bûn û durşmên ku piştgiriya Kobanî dikin û êrîşîn DAÎŞê şermezar dikin, hatin bilindkirin. + +Her di xwepêşandana li Serê Kaniyê de ku endam û alîgirên hemû partiyên Kurdan beşdar bûn, gotara Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî hate xwendinû. + +Li gor daxuyaniya rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), di gotara şaxê Serê Kaniyê yê ENKSê de ";tekîd li ser yekrêziya Kurdan û rêkeftina Hewelêrê hat kirin û berxwedana YPGê û xelkê Kobanî bilind hat nirxandin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PYDê jî di gotara xwe de silav ji YPGê re şandin û daxwaz ji hêzên siyasî kir ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin. + + + + + + +Enqere (Rûdaw)- Namzeteke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku ku ji bo dezgehên din heke rexneya wan hebe jî lê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ti rexneyên wan nîne û got ku Rûdaw îspat kir ku ew li her derê ye. + +HDPê îro (29.03.2014) li navenda xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo spasiya rojnemavananbike, bernameyek amade kir û tê de peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqereyê Şewket Herkî jî amade bû. + +Di bernameyê de namzetên HDPê yên şaredariya Enqere Selman Kaya û Songul Erol Abdîl û namzetên navçeya Çankaya yê Mukremîn Barut û Elçin Oz beşdar bûn. + +Namzeta hevserokatiya bajarê Enqere ya HDPê Songul Erol Abdîl di bernemayê de axaftinek kir û got ";Me ev bernameye ji bo spasiya rojnemevanan amade kir. Me xwest ku em werin cem hev û em bi hev re taştiyekê bixwin";. + +Songul Erol Abdîl herwiha ji rojnamevanên amade re got ";We gelek ked daye. Min îsal bi saya we Rûdaw naskir. Rastî jî ez dikarim bêjim keda we gelek e";. + +Namzeta hevserokatiya bajarê Enqere ya HDPê derbarê Rûdawê de wiha got: ";Di nav dezgehên çapemeniyê de min herî zêde Rûdaw dît. Ji bo dezgehên din heke rexneya me hebe jî lê ji bo Rûdawê ti rexneyên me nîne";. + +Songul Erol Abdîl anî ziman ku Rûdaw li li her derê bûn û ji bo vê yekê jî spasiya Rûdaw kir. + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîra karûbarên civakî ya Sûriyê Kînda el-Şemat îro bi serdanekê gihişte bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku Kînda el-Şemat bi serokatiya şandeke wezaretê îro di rêya balafirgeha Qamişlo re gihişte bajêr. + +Peymanêrê Rûdawê diyar kir ku wezîra karûbarên civakî ya Sûriyê xwestiye ligel berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kantona Cizîrê hevdîtina bicive, lê her sê aliyan civîn red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dilşad Ebdurehman ragihand ku paşketina pêkanîn hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê xaleke nerênî ye di proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de û got: ";Berpirsiyarê yekem yê paşketina pêkanîna hikûmetê PDK ye."; +Dilşada Ebdurehman, beşdarî bernameya Nîvroj a Rûdaw TV bû û derbarê pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: ";Ti zemîn nemaye bo pêkanîna hikûmetê."; +Herwiha Ebdurehman derbarê aliyê berpirsiyar di paşketina pêkanîna hikûmetê de diyar kir ku Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) berpirsiyara yekem e di vê pirsê de ji ber ku ";Pê anîna hikûemtê bi wê hatiye spartin."; +Şwêirmendê polîtburoya YNKê her wiha anî ziman ku proseya pêkanîna hikûmetê şaş dest pêkir, ji ber ku gava yekem bi parvekirina postan dest pêkir. +Li gorî gotinên wî rayedarê YNKê, eger yekem car kar li ser bernameya hikûmetê hatiba kirin, dê wiha pêdagirî li ser postan nehatiba kirin. +Derbarê helwêsta hin aliyên din de jî Dilşad Ebdurehman wiha ragihand: ";Hê gellek alî tênegihîştine ka hikûmet çiye, wek nimûne dibêjin me wezaret divêt, me wezîr navêt, birastî tiştê wiha di hikûmetê de nîne."; +Ebdurehman her wiha PDK û YNK bi zerermendên yekem ên paşketina pêkanîna hikûmetê da zanîn û got: ";Aliyên opozîsyonê dikarin wî tiştî bo xwe bi awayeke gellke profeşinal bikar bînin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Lîstikên şampiyonya Bez û Lîstikên Meydanî ya Iraqê bo kur û keçan berdewame, keçên kurd jî bi temamî lîstik kontrol kirine. + +Îro, 29.03.2014, di roja dawiyê de, keçên kurd ên tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê di astekî bilind de karîn encamên herî baş bidest bixin. + +Di lîstika Xwehilavêtina Sê Gav de lîstikvana tîma Silêmaniyê, Şemam Semed karî pileya yekê bidest bixe, herwiha Dilsoz Obêd ji heman tîmê pileyta sêyem bidest xist. + +Di beza 200 metir de jî, Hêdîl Rehîm ji tîma Sîrwnana Nû pileya yekê bidest xist û Lava jî pileya duyem bidest xist. + + Herwiha di çarçoveya şampiyonyê de, Salî ji tîma Hewlêrê pileya yekem a lîstika Halterê û Wirîşe Sîrwan jî di pileya duyem de hat. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçoveya kampanyaya ";Saeta Erdê"; de li Hewlêrê jî dê saetekê hemû çirayên nav bajêr tên vemirandin. + +Îro (29.03.2014), li welatê Swîsrayê kampanyaya ";Saeta Erdê"; dest pêkir, ku wek hişyariyekê ye bo girîngiya kêmxerçkirina enerjiyê. + +Di çarçoveya vê kampanyayê de, dê demjimêr 20:30 bi dema Herêma Kurdistanê, saetekê çira bên vemiranidn, Hewlêr jî tevlî vê çalakiyê dibe. + +Di sala 2007an de, ev kampanya li welatê Sengapûrê hat encamdan û pişt re li seranserê cîhanê belav bû. Ji wê demê ve her sal roja 29ê Adarê demjimêr 18:30 bi dema Grînîç, ji aliyê ";Sendûqa Navdewletî ya Sirûştê"; ve ev kampanya tê serpereştîkirin, bo komkirina alîkariyên darayî da ku di projeyên sirûştî de bên bikaranîn. + +Di vê kampanyayê de, nêzîkî 7 hezar bajar û bajarok li seranserê cîhanê beşdar dibin, û bo yek saetê elektîrk û çirayan vedimirînin. + +Ji nav devêrên herî navdar li cîhanê yên ku beşdarî vê kampanyayê dibin avahiya navdar li NewYorkê Empire State, Koşka Krîmlin li Rûsyayê û birca Efel li Parîsê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê de dengên partiyên kurdî dê zêde bibe, partiyên başûrî her wiha li ser vê yekê jî hevdeng in ku AKP dê bibe yekem û vê yekê jî bi sûda kurdên Bakûr û Başûrê Kurdistanê dibînin. + +Endamê Jora Pêwendiyan a Tevgera Gorranê Şivan Qelyasanî, li ser hilbijartinn sibê yên Tirkiyê ji Rûdawê re got, ji ber hevrikiya navbera partiyan bi taybet nakokiyên navbera AKP û Gulen, heta encamên hilbijartinan eşkere nebin ez bawer nakim karîgeriyekî wisa hebe lê kîjan partiyê desthilat xist destê xwe ew dê li ser pirsa kurd û aştî li Bakûrê Kurdistanê karîger be. + +Qilyasanî her wiha texmîna xwe li ser encamên hilbijartinan jî eşkere kir û got, ew partî û aliyên ku baweriya wan bi aştiyê hebe dê bi ser bikevin, heta niha jî wisa tê dîtin ku partiya AKPê dê bi ser bikeve. + +Berpirsê Pêwendiyên Komela Îslamî ya Kurdistanê Bîlal Silêman jî li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re axivî û got, ez hêvîdar im ku gelê kurd li Tirkiyê dengên xwe bide wan hêzan ku birastî parastina kurdan dikin ji ber ku ev li gorî berjewendiyên kurdan e. + +Bîlal Silêmanî anî ziman ku AKP tenê alîgiriya kurdan nake lê di hilbijartinan de dê dengên herî zêde bidest bîne. + +Berpirsê Pêwendiyên YNKê Seidî Ehmed Pîre jî nêrînên xwe li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re got. Pîre anî ziman ku niha li Bakûrê Kurdistanê êdî çek û şer nemaye û aramî heye û yekdengiyek li nav kurdan de heye. + +Seidî Pîre diyar kir ku di hilbijartinên vê carê de dengên kurdan dê zêde bibe û wiha axivî: ";Li Bakûrê Kurdistanê hevrikiyek tund di navbera BDP û AKPê de heye lê her çi be bi sûda kurdan e û ji bo Herêma Kurdistanê jî baş e."; + +Li gorî wî berpirsê YNKê, nakokiyên navbera AKP û Cemaeta Gulen zêde karîgeriyê li ser dengên AKPê nake ji ber ku Cemaeta Gulen tenê ji nakokiyên partiyên siyasî sûd werdigirin lê AKPê li Tirkiyê pêvajoyek daye destpêkirin ku jibilî wê ti partiyekî din nikare bide meşandin. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Elî, jî ji Rûdawê re got ku her hilbijartina ku li Tirkiyê were kirin yekser karîgeriyê li ser pirsa kurd li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dike. + +Li gorî Ebûbekir Elî, AKP dê dîsa bibe yekem ji ber ku partiyên din bi çavekî teng li pirsa kurd dinêrin, ji ber wê jî serkeftina îslama demokratîk û liberal li Tirkiyê bi sûda kurdên Bakûr, Başûr û Rojava ye, dengên kurdan jî dê zêde bibe. + +Endamê Serokatiya PDKê Ehmed Kanî jî ji Rûdawê re axivî û got, hilbijartinên Tirkiyê derfetekî dide pêşiya kurdan ku dengên xwe zêde bikin. + +Ehmed Kanî diyar kir ku eger AKP siyaseta xwe ya niha bidomîne dê baş bibe lê dengên BDPê jî dê zêde bibe ev jî tê wateya kêmbûna dengên AKPê li Bakûrê Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên grûpên çekdarî û DAÎŞê li dijî navçeyên Kurdan şermezar kir û xwest ew û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê li hember van êrîşan helwesta xwe bikin yek. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê duh daxuyaniyek derxist û tê de got ku ev zêdetirî salekê ye navçeyên Kurdan Ii Sûriyê rastî êrîşên grûpên çekdarî û di nav de DAÎŞê tên. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanaca wan êrîşan ewe ku Kurd herêmên xwe vala bikin û ";ewlekariya neteweyî ya kurdî jî dikine armanca xwe";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de ew êrîş, teqîn û dorpêç şermezar kir û daxwaz ji gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê kir bi hev re bergiriyê li navçeyên xwe bikin. + +ENKSê herwiha got ku ji wê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) tê xwestin ku rêz û helwesta xwe li hember wan êrîşan bikin yek. + +Di daxyaniya ENKSê de herwiha daxwaz ji hemû hêz û partiyên Kurdistanê hat xwestin ku piştgiriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin. + +ENKSê ku endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de daxwaz ji ji hevpeymaniyê û hemû hêzên din ên opozîsyonê kir ku bêdeng nemînin û helwesteke aşkere derbarê gelê Kurd de bidin. + +Amed (Rûdaw)- Ligel destpêkirina proseya dengdanê ya hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, berf li Amedê, Agirî û Dêrsîmê bariye. + +Li bajarê Amedê ji saetên serê sibehê de berf dibare û tevî vê yekê hemwelatî berê xwe didin navendên hilbijartinan û dengê xwe didin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li bajarê Agirî jî berfa di saetên sibehê de bariya bajêr xemiland. Hat ragihandin ku ji ber berfê rêya gelek gundan hatiye girtin. + +Îro hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpêkirin û nêzîkî 53 milyon kes dikarin deng bidin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di rojeke wek îro de serokomarê Kurdistanê pêşwa Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê yê Riojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin. + +Qazî Mihemed di 1ê gulana sala 1900an li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîkbûye. + +Qazî Mihemed di 30ê adara 1947an li meydana Çarçira ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin. + +Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû. + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest da. Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên Kurd li hev dicivîne. + +Ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve + +Di 22yê kanûna paşîn a 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê) li Mehabdaê ragihand. + +Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çwar Çira ya Mehabadê hatin bidarvekirin. + +Qazî Mihemed berî ku bê bidarvekirin wesiyetek nivîsandiye. + +Wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistine û di beşeke wê de wiha pêşewa wiha dibêje ";Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xweda êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de be qed li we nabihure";. + +Qazî Mihemed herwiha di beşeke din de dibêje ";Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e. + +Di wesiyetê de herwiha hatiye gotin: ";Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku armanca wê avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûrriyê de, dê di 3yê nîsanê de li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin, lê heta niha peyrew navxweyî ango ";nîzama daxilî"; ya partiya nû ne amade ye. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna duh ya komîteya amadekar a kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de, biryar hat standin ku kongre roja 3/4/2014 li Hewlêrê bê lidarxistin. + +Her li gor heman çavkaniyê, ji ber ku nakokî di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê de hene, roja lidarxistina kongreyê ku biryar bû 5ê nîsanê be, hat pêşxistin. + +Her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hevpeymana xwe el-Partî bi wê yekê tometbar dikin ku her tim astengan li ber lidarxistina kongreyê derdixe û ji ber vê yekê jî çend caran roja wê hatiye paşxistin, lê el-Partî van tometan red dike. + +Tevî ku 3 roj ji bo lidarxistina kongreyê re mane, lê belê heta niha nîzama daxilî ya partiya nû bi temamî nehatiye amadekirin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Rûdawê, her çar partî li ser hilbijartina sekreterê partiya nû li hev nekirine û hin dixwazin di kongreyê de bê hilbijartin û hin jî dixwazin serkirdatiya partiya nû ku wê ji 51 kesan pêk were, sekreter ji nav xwe destnîşan bikin. + +Tevî ku navê sekreterê niha yê el-Partî Ebdilhekîm Beşar wek kandîd ji bo posta sekreterê partiya nû tê behskirin, lê belê çavkaniyên Rûdawê amaje dikin ku nerazîbûneke di nav endamên her çar partiyan li ser kandîdkirina wî hene û dibe ku ji ber vê yekê astengî li ber serkeftina karên kongreyê derbikevin. + +Herwiha pirsgirêkeke din di navbera her çar partiyan de heye ku ew jî tevlîkirina endamên navçeyî ango mentiqî û fireiyan û awayê hilbijartin yan jî parvebûna wan di partiya nû de ye, ji ber, li gor zanyariyên Rûdawê, serkirdatiya Yekîtiya Siyasî bi cidî li ser vê meselê nesekiniye û ";bi tenê li ser parvekirina postên serkirdatiyê nîqaş kirine";. + +Li gor rêkeftina ku di navbera her çar partiyan hatiye îmzekirin, ji koma 51 endamên serkirkdatiya partiya nû, bi tenê wê 30 kes di kongreyê de bên hilbijartin. Her 21 endamên din wê el-Partî 8 kesan, her du partiyên azadî her yek ji wan 5 kesan û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê jî 3 kesan ji nav partiyên xwe hilbijêrin û bi navê ";grûpa gerentiyê"; ango ";el-kutle el-Damîne"; hatine binavakirin. + +Ji ber vê yekê jî di nava serkirdatiya her çar partiyan de rikberiyeke mezin derketiye holê û bûne grûp û grûp û her yek ji wan dixwaze cihê xwe di el-Kutle el-Damîne de veke. + +Çavdêrên siyasî dibêjin ku eger serkirdeyên her çar partiyan cihê xwe di serkirdatiya partiya nû de nebînin, dibe ku hin partî û rêxistinê din ava bikin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Rûdawê, el-Partî ku ji koma 600 endamên kongreyê 360 endamên wê hene, soz daye her sê partiyên din ku ji nava wan 6 an jî 7 kesan di kongreyê de hilbijêre û wan tevlî serkirdatiya partiya nû bike. + +Amed (Rûdaw) – Hevserokê Partiy Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de li navçeya Kayapinara Amedê dengê xwe avêt sindoqê. + +Bi destpêkirina dengdanê re li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xelk berê xwe didin navendên dengdanê û dengên xwe davêjin sindoqan. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş jî li navçeya Kayapinara Amedê û li dibistana şehîd Tevfîq Pehlivan dengê xwe da. + +Demîrtaş, piştî dengdanê got, ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ij gelê re bixêr û bioxur be. + + + +Amed (Rûdaw)- Li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê îro berfeke zêde bariyaye û ji ber vê yekê gelek dengderên wan navçeyan nikarin tevlî hilbijartinan bibin. + +Li gor navenda keş û hewayê li Tirkiyê, gelek gund û navçeyên Erdexan, Erzrûm, Agirî, Qers û Bidlîs ji ber berfa ku zêde bariyaye nikarin ji gund û navçeyên xwe derkevin. + +Hat ragihandin ku ji ber berfê û bagerên wê gelek hemwelatî nikarin xwe bighînin navendên dengdanê li wan navçeyan. + +Parêzgarê bajarê Amedê ji bo ku ew gund û navçeyên ku ji ber berfê yan lehiyê nikarin ji warên xwe derkevin, balafir amede kirine û wê wan têxe xizmeta hilbijartinê. + +hat zanîn ku li bajarên Amasiya Samsûn û Trabzonê li Tirkiyê berf bariyaye û rêyên gelek gundan jî ji çûn û hatinê re hatine girtin + +Bedlîs (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku li bajarê Bedlîsê yê Bakûrê Kurdistanê ";pisûlayên mohrkirî"; didin dengderan her wiha li bajarê Rihayê jî ";degdan bi awayekî vekirî"; tê meşandin. + +Li gorî rojnameya Radîkalê, li navçeya Tetwanê ya Bakûrê Kurdistanê, pisûleyên ku berê hatibûn mohrkirin li ser dengderan hatin belavkirin, ev jî bû sedema nerazîbûna endamên encumena sindoqên wê deverê. + +Li gorî nûçeyê, hat zanîn ku serokê encumena sindoqên Tetwanê pisûleyên dengdanê li mala xwe de mohr kiriye û paşê aniye navenda dengdanê û li gorî gotiye ";xwastiye asankariyê"; ji dengderan re bike. + +Ji aliyekî din, li gundê Safê yê ser bi navçeya Bozova ya Rihayê dengder hatine neçarkirin ku bi awayekî vekirî deng bidin. + +Li gorî agahiyan, li gundê Safê komek ji çavdêrên BDPê ji navenda dengdanê hatine derxistin lê piştî ku hêzên ewlehiyê ji rewşê hatine agahdarkirin, gotine em nikarin bên. + +Tê gotin li bajarokê Ovakişla yê girêdayî navçeya Axlatê ya Bedlîsê jî çavdêrên AKPê ji dengderan xwastine bi awayekî vekirî deng bidin ji ber wê jî alozî derketiye. + +Hat zanîn, alozî di navbera endam û alîgirên BDP û AKPê de derketiye. + +Li Bakûrê Kurdistanê, hevrikiyek tund di navbera AKP û BDPê de li ser bidestxistina dengan heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku otombêleke bombekirî ku çekdarên DAÎŞê dixwestin derbasî herêma Kobanî bikin, hat teqandin. + +YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê xwestin otombêleke bomberkirî ji gundê Ebû Sirê li rojhilatê Kobanî derbasî kantona Kobanî bikin, lê hewla sernegirt. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku berî otombêla bombekirî derbasî sînorê herêma Kobanî bibe, şervanên YPGê ew aşkere kirin û karîn wê biteqînin. + +YPGê herwiha got ku di teqînê de kesên di nava otombêlê de hatin kuştin, lê behsa hejmara wan nekir. + +Her di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YPGê 2 kemîn li rojhilat û rojavayê herêma Kobanî ji çekdarên DAÎŞê re danîn û di encam de çend çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn. + +YPGê aşkere kir ku kemîna yekem li gundê Milûh el-Qemir li rojhilatê Kobanî hat danîn û tê de 2 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn. + +YPGê herwiha got ku kemîna duyem li nêzîk gundê Xerab Eto li rojavayê Kobanî hat danîn û li gor daxuyaniya YPGê, di kemînê de çend çekdar hatin kuştin û hinek çekdarên din jî birîndar bûn. + +Herwiha li gundê Xerab Eto yê di bin kontrola DAÎŞê de, şer di navbera DAÎŞ û YPGê de derket. Li gor daxuyaniya YPGê, di wî şerî de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +YPGê di daxuyaniya xwe de negot bê ji aliyê wê de ti şervanek di wan şer û kemînan de jiyana xwe ji dest daye yan na. + +Ev çend hefte ne şer di navbera YPG û DAÎŞê de li rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanî berdewam dike. + +YPGê dibêje ew li ser rêbaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 13 partiyan û çend rêxistinên xortan û kesatiyên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê dibêje ku YPGê girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, lê YPG û PYDê vê yekê red dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya wê dike, rêzên xwe berfereh dike û tevlîbûna 3 partiyên Kurd qebûl kir. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurd li Srûiyê, Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê û Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurd li Sûriyê tevlî EGRKê bûn. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku duh berpirsên EGRKê bi awayekî cuda ligel berpirsên her sê partiyan civiyan û tevlîbûna wan qebûl kirin. + +Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê bi serokatiya Ebdilkerîm Siko ye û dibêjin ew li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî kar û xebata xwe dikin. + +Siko berî niha endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) ya baskê Ebdilhekîm Başar bû û di naverasta sala 2012an de jê veqetiya. + +Hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehmed derbarê mijarê de got ku deriyê EGRKê ji hemû hêz û tevgerên ku dixwazin tevlî xebatên wan bibin vekiriye. + +EGRKê li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşe. + +Şirnex(Rûdaw) – Welatiyê kurd ê bi navê Mehmet Şahînê ku li navçeyaSilopiya Şirnaxê dijî, bavê xwe yê 86 salî ji bo dengê xwe bide,da pişta xwe û birser sindoqê. + +Li navçeya Silopî ya Şirnexê, dengdayina ku serê sibê di saet 07.00an bi dema Amedê de dest pê kir, dewam dike. + +Mehmet Şahînê ku li taxaNûhê dijî, ji ber ku bavê wî yê bi navê Yaşar Şahînnikare bi rê ve biçe da pişta xwe û bir ser sindoqê. + +Yaşar Şahîn di bin çavdêriya berpirsiyarên hilbijartinê de raya xwe avêtû kurê wî yê dîsa ew da pişta xwe û bir malê. + +Mehmet Şahîn got ku bawê wî pir mezin e û nikare li ser piya bisekine û wiha dewam kir: "Bavê min xwest ku raya xwe bavêje. Min jî dilê wî nehişt. Min ewda pişta xwe û anî dibistanê." + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê dê 5ê êvarê bi dema Amedê û 6ê êvarê bi dema Hewlêrê biqede. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed peyamek belav kir û ragihand, gelê kurd bi vê helkeftê bi hêviyeke mezintir li paşerojê dinêre. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta şêst û heftemîn salvegera bidarvekirina pêşewa û serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ve, li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir. + +Naveroka peyama Barzanî wiha ye: + +";Di salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de, em silavan ji rûhê pakê Qazî Mihemed û hemû şehîdên rêzya azadiyê re dişînin. Merg û fedakariyên pêşwa Qazî ji bo xatirê berdewamiya xebata gelê kurd bû. + +Bidarvekirina Qazî û hevlên xwe wî, hestên kurdinî û azadîxwaziyê li nav kurdan de bihêztir kir. Em bi vê helkeftê tekez li ser peyama aştî û rewabûna doza gelê xwe dikin û gelê kurd bi hêviyek mezintir li paşerojê dinêrin."; + +Mûş (Rûdaw) – Li bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê, otobûseke rêwiyan qulibî û 20 kes birîndar bûn. + +Li gor agahiyan otobûsa bi plakaya 34 UNJ 65 ya ku şofêrê wê ne diyar e ji Aydinê diçû Wanê,li ser rêyaMûş-Bedlîsê li herêma Çîzmeburnuyê ji ber ku rê şemitok bû, welgeriya. + +Di qezayê de 20 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. + +Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy hat cihê qezayê û daxuyand ku tîman di cihê bûyerê de lêkolîn kirine. + +Buyukersoy diyar kir ku lastîkên otobûsê yên havînê ne û derbarê bûyerê de lêpirsîn dê dewam bike. + +Amed (Rûdaw) – Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, li bajarê Amedê dengdan qediya û dest bi jimartina dengan hat kirin… + +Îro li Tirkiyê hilbijartinên herêmî li seranserê welêt birêve çû. Li hinek deveran bi taybet li piraniya bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê dengdanê li gorî herêmên rojava yên Tirkiyê saetekê zûtir dest pê kir lewma saetekê jî zûtir bidawî bû. + +Peyamnêrê Rûdawê li Amedê jî ragihand, saet 4ê êvarê bi dema Amedê (5ê êvarê bi dema Hewlêrê) dengdan li Amedê û gellek deverên Bakûrê Kurdistanê qediya û jimartina dengan dest pê kir. + +Dengan li deverên din ên Tirkiyê jî dê saet 5ê êvarê bi dema Enqerê û 6ê êvarê bi dema Hewlêrê biqede. + +Li gorî qanûnên hilbijartinê yên Tirkiyê, dengdan li bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlik, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dê saet 7ê sibê dest pê bike û 4ê êvarê biqede, li bajarên din jî dê dengdan saet 8ê sibê dest pê bike û 5ê êvarê biqede. + +Amed (Rûdaw) – Endamê kurd ê Parlamentoya Swêdê Cebar Emîn ku wek çavdêrê hilbijartinan li Tirkiyê ye, ragihand ku li AKPê li deverekî bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê sextekarî kiriye lê hêzên ewlehiyê rê nedane wan çavdêriya wê derê bikin. +Parlamenterê kurd ê Swêdê Cebar Emîn, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, îro li ew û 3 çavdêrên din ku hemû ewropî bûn, piştî ku hatin agahdarkirin li gundekî nêzîkî bajarokê Çermikê yê Amedê AKP di hilbijartinan de sextekariyê dike, çûne wê derê. +Cebar Emîn da zanîn, ji ber wê jî demildest ber bi wê navenda dengdanê ve çûn û xwastin çavdêriya wir bikin lê ew serbazên ku li wir bûn nehîştin ew derbasî navenda denganê bibin her wiha rê nedan nûnerên partiyên opozîsyonê jî ku derbasî wir bibin. +Wî çavdêrê kurd destnîşan kir ku serbazên tirk xwastin wêneyên ku wan derbarê bûyerê de kişandibûn, ji wan bisîtinin lê wan nehîştin. +Emîn her wiha diyar kir ku wan serdana 3 navendên din jî kirin lê li wan deran ti sextekariyek nehat dîtin. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê dengdana ku di 07:00ê serê sibê de dest pê kir, di 16:00yê êvarî de qediya. Niha hê hejmartina dengan berdewam dike. Li navenda Dêrsîmê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi 5 hezar 51 dengî li pêş e. Partiya Gel a Komarî CHP bi 3 hezar û 400 dengan heta niha di dengên vebûyî de wekî partiya duyem; namzedê serbixwe jî bi stendina hezar û 603 dengî wekî sêyem, Partiya Dad û Geşedan (AKP)ê bi wergirtina 750 dengî wekî partiya çarem di vê pêşbirkê de dibeze. + +BDP ji niha ve li Kolana Cûmhûriyetê li ber nivîsîngeha xwe ya hilbijartinan a li navenda Dêrsîmê dest bi teqandina fîşengên şahiyê kir. + +Herwiha li navçeyên Xozat, Pilemoriye û Qisleyê CHP, li Pilûrê namzedê serbixwe yê Federasyona t a Gelan (DHF) li pêş e. Navçeya Pêrtagê jî şaredarî di navbera namzedê HDP û AKPê diçe û tê, lê heta niha namzedê AKPê gavek li peş e. +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên ku cara yekem girtî jî dengên xwe didin de li Dêrsîmê 4 girtî dengên xwe didin. +Li Dêrsîmê 61 hezar û 813 dengdêr hene + +Li gorî zanyariyên ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinan a Navçeya Navendî li parêzgeha Dêrsîmê 61 hezar 813 dengdêr hene. Ji bo van dengdêran li navend bajêr û navçeyên wê bi tevahî 500 sindoqên dengdanê hatine danîn. +Hejmara sindoqên dengdanê û dengderan li navend û li navçeyan wiha ne: + +Li navenda Dêrsîmê 129 sindoq - 24 hezar 921 dengder; +li navçeya Pêrtagê 63 sindoq - 8 hezar û 871 dengder; +li navçeya Qisleyê 29 sindoq - 2 hezar 557 denger; +li navçeya Mazgêrdê 83 sindoq - 6 hezar û 750 dengder; +li navçeya Çêmîşgezegê 45 sindoq - 6 hezar û 454 dengder; +li navçeya Pilemoriye 55 sindoq - 2 hezar û 800 dengder; +li navçeya Pilûrê 61 sindoq - 4 hezar û 880 dengder; +li navçeya Xozatê 35 sindoq - 4 hezar û 580 dengder. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya jimartina dengên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê heta niha derdora 10% sindoqan hatine vekirin. + +Li gorî dengên ku heta niha hatine jimartin, encamên hilbijartinan li Bakûrê Kurdistanê wiha ye: + +Agirî: AKP bi 48.61% li pêş e, +Çewlik: AKP 55.81% li pêş e, +Bedlîs: BDP 45.79% li pêş e, +Amed: BDP 60.15% li pêş e, +Elezîz: AKP 54.95% li pêş e, +Erzîncan: AKP 53.42% li pêş e, +Erzirom: AKP 59.52% li pêş e, +Dîlok: AKP 54.07% li pêş e, +Colemêrg: BDP 64.20% li pêş e, +Meletî: AKP 64.01% li pêş e, +Meres: AKP 52.43% li pêş e, +Mêrdîn: Ehmed Turk 53.39% +Mûş: AKP 47.36% li pêş e, +Sêrt: BDP 52.16% li pêş e, +Sêwas: AKP 57.70% li pêş e, +Dêrsim: BDP: 44.08% li pêş e, +Riha: AKP 61.24% +Wan: BDP 56.80% li pêş e, +Batman: BDP 51.69% +Şirnex: BDP 55.40% +Erdexan: CHP 36.20% +Îdir: MHP 54.55% + +Amed (Rûdaw) – Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, heta niha Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) li Amedê qet deng bidest nexistiye. + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakûr Kurdistanê de, li bajarê Amedê hevrikiyek mezin di navbera BDP û AKPê heye lê mîna her car BDP biser ket. + +Yek ji partiyên din ên kurdî ku li Amedê dixwast dengan bidest bixe, HAKPAR bû lê li gorî agahiyan heta niha wê partiyê ti dengek bidest nexistiye. + +Jibilî HAKPARê, partiya nû ya Huda-Parê jî xwe tevlî hilbijartinan kiribû lê tê pêşbînîkirin ku ew partî jî zêde dengekî ber bi çav qezenc neke. + +Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî namzedê BDPê Mehmet Alî Bûl dengên herî zêde bidest xist. + +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên de cara yekem girtî jî dengên xwe didin. + +Li bajarê Dêrsimê ku zêda serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan namzedê BDPê Mehmet Alî Bûl serkeftin bidest xist û BDPê ev yek pîroz kir. + +Namzedê BDPê yê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl kiye? + +Di sala 1967an de li navçeya Pêrtagê ya ser bi Dêrsîmê ji dayîk bûye.Di sala 1981ê de Dûvnavendiya Endustri Meslek (Pîşeyî) ya Dêrsîmê qedandiye. Ji sala 1992an û vir ve di Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê de dixebite. Endamê Sendîkaya YOL-ÎŞê ye. Di hilbijartinên vê sendîkayê yên sala 2010an de wekî Sekreterê Darayî yê Desteya Rêveber ê Baskê Duyem hat hilbijartin. Zewijandî û bavê du zarokan e. + +Herçend fermî nebe jî Nûrhayat Altûn jî Hevşaredara Mehmet Alî Bûl e. +Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, dengderê herî pîr kurdekî xelkê navçeya Erûhê ya Sêrtê bû ku bi alîkariya gopal û mirovên xwe çû ser sindoqê û dengê xwe da. +Pîremêrê bi navê Mihemed Esen ku temenê wî 129 sal e û xelkê gundê Gedîkaşarê yê Erûha Sêrtê ye, çû Erûhê û dengê xwe da. +Mihemed Esen ku wek pîrtirîn dengderê Tirkiyê hat binavkirin, piştî denganê ji ber ku bi tirkî nizanîbû bi kurdî got, ez hêvî dikim hilbijartin bibe sebeba biratî û aştiyê di navbera kurdan û tirkan de. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê dengdana ku di 07:00ê serê sibê de dest pê kir, di 16:00yê êvarî de qediya. Niha hê hejmartina dengan berdewam dike. Li navenda Dêrsîmê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP bi 5 hezar 51 dengî li pêş e. Partiya Gel a Komarî CHP bi 3 hezar û 400 dengan heta niha di dengên vebûyî de wekî partiya duyem; namzedê serbixwe jî bi stendina hezar û 603 dengî wekî sêyem, Partiya Dad û Geşedan AKPê bi wergirtina 750 dengî wekî partiya çarem di vê pêşbirkê de dibeze. +BDP ji niha ve li Kolana Cûmhûriyetê li ber nivîsîngeha xwe ya hilbijartinan a li navenda Dêrsîmê dest bi teqandina fîşengên şahiyê kir. +Herwiha li navçeyên Xozat, Pilemoriye û Qisleyê CHP, li Pilûrê namzedê serbixwe yê Federasyona t a Gelan (DHF) li pêş e. Navçeya Pêrtagê jî şaredarî di navbera namzedê HDP û AKPê diçe û tê, lê heta niha namzedê AKPê gavek li peş e. +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên ku cara yekem girtî jî dengên xwe didin de li Dêrsîmê 4 girtî dengên xwe didin. +Li Dêrsîmê 61 hezar û 813 dengdêr hene +Li gorî zanyariyên ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinan a Navçeya Navendî li parêzgeha Dêrsîmê 61 hezar 813 dengdêr hene. Ji bo van dengdêran li navend bajêr û navçeyên wê bi tevahî 500 sindoqên dengdanê hatine danîn. +Hejmara sindoqên dengdanê û dengderan li navend û li navçeyan wiha ne: +Li navenda Dêrsîmê 129 sindoq - 24 hezar 921 dengder; +li navçeya Pêrtagê 63 sindoq - 8 hezar û 871 dengder; +li navçeya Qisleyê 29 sindoq - 2 hezar 557 denger; +li navçeya Mazgêrdê 83 sindoq - 6 hezar û 750 dengder; +li navçeya Çêmîşgezegê 45 sindoq - 6 hezar û 454 dengder; +li navçeya Pilemoriye 55 sindoq - 2 hezar û 800 dengder; +li navçeya Pilûrê 61 sindoq - 4 hezar û 880 dengder; +li navçeya Xozatê 35 sindoq - 4 hezar û 580 dengder. +Namzedê BDPê yê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl +Di sala 1967an de li navçeya Pêrtagê ya ser bi Dêrsîmê ji dayîk bûye.Di sala 1981ê de Dûvnavendiya Endustri Meslek (Pîşeyî) ya Dêrsîmê qedandiye. Ji sala 1992an û vir ve di Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê de dixebite. Endamê Sendîkaya YOL-ÎŞê ye. Di hilbijartinên vê sendîkayê yên sala 2010an de wekî Sekreterê Darayî yê Desteya Rêveber ê Baskê Duyem hat hilbijartin. Zewijandî û bavê du zarokan e. +Herçend fermî nebe jî Nûrhayat Altûn jî Hevşaredara Mehmet Alî Bûl e. +Namzedê CHPê ye Şaredariya Dêrsîmê Hizir Bahtiyar Aytaç +Di sala 1957an de li Dêrsîmê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Dêrsîmê qedand. Li Enqereyê Dûvnavendiya Çankayayê kota kir. Piştî ku li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Bîrkariyê/Matematîkê temam kir, qasî demekê mamostatî kir. Piştre Aytaç dest ji mamostatiyê berda û dest bi karên dersxaneyên taybet û kargeriya geştyariyê kir. Aytaç zewicandî û bavê du zarokan e. + +Namzedê Serbixwe yê Şaredariya Dêrsîmê Alî Tacar +Di sala 1962an de li gundê Pûtîk yê ser bi naveda Dêrsîmê ji dayîk bûye. Dibistanên seretayî, navendî û dûvnavendî li Dêrsîmê qedandî. Dema li Zanîngeha Firat a Xarpêtê Beşa Kîmyayê dixwend, ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Ji ber demeke dirêj girtî dimîne, dest ji zanîngehê berdide. Alî Tacar zewijandî û bavê sê zarokan e. + +Namzedê AKPê yê Şaredariya Dêrsîmê Erkan Eroglû +Di sala 1966an de li gundikê Rabatê yê ser bi navenda bajarê Dêrsîmê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seratayî, navendî û dûvnavendî li bajarê Xarpêtê; xwendina bilind jî li bajarê Eskîşehîrê li Zanîngeha Anadolû Beşa Aboriyê qedandiye. Zewijandî û bavê du zarokan e. + +Amed (Rûdaw) - Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de li gorî encamên nefermî li 3 jê bajarên mezin, 11 bajaran, 68 navçeyan û 23 bajarokan bi ser ket. + +BDP'ê di van hilbijartinan de bi giştî li 22 bajaran namzed nîşan da. + +Li gorî encamên nefermî, BDP'ê di van hilbijartinan de 3 bajarên din li bajarên di destê xwe de zêde kir, hejmara şaredariyên xwe derxist 102'an. Li hin navçeyan jî encamên hilbijartinê cihê nîqaşê ne. + +BDP'ê li 3 bajarên mezin, 11 bajar, 68 navçe û 23 bajarokan bi ser ket. Rêjeya dengê BDP'ê li gorî hilbijartinên 2009'an li hin bajaran kêm bû, lê li hin bajaran derket asta rekorê. + +BDP ku di sala 2009'an de ji sedî 5,21 ê dengan stend, di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 20114'an de li gel HDP'ê ev rêje derxist ji sedî 6,36'an. Di nava bajarên ku li şaredariyên BDP'ê zêde bûn Mêrdîn, Agirî û Bedlîs cih digirin. BDP'ê şaredariyên xwe yên Amed, Êlih, Wan, Dêrsim, Sêrt, Colemêrg, Şirnex û Îdir jî parast. + +Bajar, navçe û bajarokên BDP'ê qezenc kiriye ev in: + +AGIRÎ +Navend, Giyadîn, Bazîd û Tûtgax + +ÊLIH +Navend, navçeyên Qûbîn, Kercews û bajarokên Îkîkopru û Balpinar + +BEDLÎS +Navend, navçeyên Ovakişla, Norşîn, Xîzan, Moktî û bajarokê Yolalan + +AMED +Bajarê Mezin, navçeyên Baglar, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxenî, Hênê, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Lice, Farqîn, Sûr û Yenîşehîr + +COLEMÊRG +Navend, navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever, bajarokên Buyukçîftlîk û Bajerge + +ÎDIR +Navend, navçeya Tozan (Tuzluca) û bajarokê Xoşxeber + +ELEZÎZ + +Navçeya Dep'ê + +ERZÎROM +Navçeyên Xinis Karaçoban, Qereyazî û Tekman + +QERS +Navçeya Dîgor + +SEMSÛR +Bajarokên Bulam û Komur + +MÊRDÎN +Bajarê Mezin, navçeyên Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Mehsert û Stewr + +MERSÎN +Navçeya Akdenîz + +MÛŞ +Navçeyên Kop, Milazgirt, Gimgim û bajarokên Esentepe, Rustemgedîk û Ûzgorur + +SÊRT +Navend, navçeyên baykan, Dihê û bajarokên Veyselkaranî, Kayabaglar, Gokçebag, Atabagi û Begendîk + +RIHA +Hewend, Xelfetî, Pirsûs û Wêranşar + +ŞIRNEX +Navend, navçeyên Elkê, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilaban, bajarokên Findik, Sirtkoy, Balvegeren, Kûmçati, Başverîmlî û Gorumlu + +DÊRSIM +Navend û bajarokê Akpazar + +WAN +Bajarê Mezin, navçeyên Mûks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Payizava, Rêya Îpekê, Bêgir, Qelqelî û Serav. + +Amed (Rûdaw) - Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş derbarê hilbijartina herêmî de axivî û diyar kir ku hêza wan a ku gellek desketiyan bidest bixin, hebûye û wiha got: ";Li gellek cihên ku embi AKP’ê re ketibû pêşbirkê me AKP’ê li pey xwe hişt."; + +Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê hilbijartina herêmî yên di 30’ê Adarê de hat lidarxistin, li avahiya BDP’a Amedê daxuyanî da. Demîrtaş diyar kir ku hêza wan a ku gellek desketiyên di hilbijartinê de bidest bixin, hebûye û wiha got: ";Ajansa Anadolu û TRT ambargo danîn li ser partiya me û qetpropagandaya BDP’ê nekirin. Medyaya civakî jî darbeyeke mezin xwar. Gellek hevalên me jî girtî bûn."; + +Demîrtaş anî ziman ku BDP serkeftineke mezin bidest xistiye û wiha pêde çû: ";Di vê hilbijartinê de yên ku biser ketin mirov dikare bibêje ku tenê jin bûn. Jin dibin banê BDP û HDP’ê de serkeftineke mezin bidest xistin. Li her deverê şaredarên jin hene."; + +Derbarê gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de jî Demîrtaş axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serokwezîr dest ji zimanê xwe yê jihevcudakirinê berneda."; + +Demîrtaş destnîşan kir ku ew wekî BDPê li gellek deverên ku di hiljartinê de bi AKP’ê re ketine hilbijartinê AKP li pey xwe hiştine û wiha anî ziman: ";Ev tişteke gellek girîng e. Me hejmara şaredariyên xwe zêde kir. Encameke wiha derxistin ne rehet bû, lê BDP’ê ev yeka kir. Divê hemû kes rêzê nîşanî vîna gel bide."; + +Derbarê sozên ku BDP’ê ji bo piştî hilbijartinê de daye de jî Demîrtaş axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: ";Ji perwerdeya zimanê dayikê heta tenduristiyê emê gellek gavan biavêjin. Em li pişt sozên xwe ne. Çi ji detê me were emê bikin. Emê xebatên xwe berfirehtir bikin. Em texmîn dikin ku di hilbijartina giştî de hêj bêtir serkeftineke mezin bidest bixin."; + +Cizîre (Rûdaw) – Namzeda BDPê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret, ku piştî kuştina bavê xwe neçar mabû here xerîbiyê, di hilbijartinên herêmî de bi dengên hevbajariyên xwe dîsa vegeriya welêt. + +Li Bakûrê Kurdistanê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) karî hejmara şaredariyên xwe li gorî sala 2009an zêde bike û derxîne 102an. + +Ji ber ku BDP di hilbijartinên vê carê de biryar dabû bi sîstema hevşaredariyê beşdar bibe, lewma hejmara namzedên jin ên BDPê ji hemû partiyên Bakûr û Tirkiyê zêdetir bû. + +Yek ji wan jinan, namzeda BDPê ya Cizîra Şirnexê Lelya Îmret bû ku 83% dengên hevbajariyên xwe bidest anî û bû şaredara Cizîrê. +Li gorî ku Lelya Îmret dibêje, dema ew 5 salî bûye hêzên tirk li ber çavên wê bavê wê dikujin û ew jî neçar dimîne bi malbata xwe re here bajarê Bremen ê Almanya. +Leyla ku niha 27 salî ye û dixwîne, piştî 22 salan vegeriyaye welatê xwe û dê serdana qebra bavê xwe bike. +Şaredara genc a kurd, tîne ziman, li Almanya her dem di wê xeyalê de bûye ku vegere Cezîrê û dibêje, ew dê bibe pira navbera Bremen û Cizîrê. +Li gorî sîstema hevşaredariyê ya ku BDPê di hilbijartinan de pêk aniye, hevşaredarê Leylayê jî kesê bi navê Qadir Konur e. + +Sêrt (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê, di navbera xizmên namzedên AK Partî û Partiya Seadetê (SP) de şer derket û di şer denamzedêSPê yê şaredariya navçeyaTilloyêBehmen Aydin mir. Di şer de 6 kes birîndar bûn. + +Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, duh (30.03.2014) di navbera namzedê şaredariyanavçeyaTilloyê Mehmet Mesut Memduhoglu û namzedê Partiya Seadetê Behmen Aydin de rageşî derketibû. Vêrageşiyêli navenda Sêrtê jî dewam kir. + +LiYenîmahalleyê di navbera her du aliyên ku di heman demê de xizmên hev in de nîqaş derket û pişt re jî şer derket. + +Di şer denamzedêSPê yê şaredariya navçeyaTilloyêBehmen Aydin (60) li cihê bûyerêmir.Di şer de Îsmaîl Mers(25), Recep Memduhoglu (38), Idham Aydin (51), Abdulkerîm Abbasîoglu (50),Abdulkerîm Memduhoglu (29) ûMehmet Beyazit Abbasioglu (24) birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. + +Walî Ahmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bûyer piştî encamên hilbijartinê derket. + +Derbareyê bûyerê de lêpirsîn didome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, ji ber ku li Iraqê cudahî tên redkirin û duberetî kûr bûye gellek ji welatiyên iraqî neçar mane cîh û warên xwe biterikînin û berê xwe bin Herêma Kurdistanê. + +Barzanî bi helkefta sersana aşûrî-babilî û cejnên Akîto, peyamek belav kir û jibilî pîrozkirina van cejn û rojên pîroz ên aşûrî, ragihand ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêkvejiyana hemû pêkhateyên netewî ûayînî dike û wiha got: ";Me hemiyan hêvî dikir ku li Iraqa nû de aramî û bihevrebûna ku li Kurdistanê heye, li seranserê Iraqê jî bibînin."; + +Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha tîne ziman: ";Mixabin, niha ji ber redkirina cudahiyan û kûrbûna duberetiyê û geftên li ser jiyanê, gellek ji welatiyên iraqî neçar mane cîh û warên xwe biterikînin û berê xwe bidin Kurdistanê."; + +Serokê Herêma Kurdistanê hêvîdariya xwe anî ziman ku her çi zûtir aştî, aramî û rêzgirtina li hember cudahiyan vegere Iraqê. + +Amûdê (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta şêst û heftemîn salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed merasimek hat lidarxistin. + +Îro roja 31ê Adarê, şêst û heftemîn salvegera serokomarê Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemed ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ye. + +Bi vê helkeftê xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê merasimek bîranîn ji Qazî Mihemed û hevalên wî re li dar xistin. + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. + +Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalkê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. + +Di 22'ê Kanûna 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çar Çira Qazî Mihemed Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) ragihand. Di Kanûna 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 31ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, her çiqas hilbijartinên herêmî bidawî bibe jî lê dîsa li ser hilbijartina muxtarê gundekî pevçûn derket û 28 kes birîndar bûn. + +Li gundê Yayvantepe yê girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li ser hilbijartina muxtariyê duh şer û pevçûn derketibû û di encamê de 4 kes birîndar bibûn ku yek ji wan leşker bû. + +Aloziyên duh, îro jî berdewam kir û şer û pevçûn hîn mezin û di bûyeran de 28 kes birîndar bûn. + +Hat zanîn, birîndar rakirine nexweşxaneya Midyadê lê 24 jê piştî ku hatine dermankirin vegeriyane gundê xwe lê 4 kes hîn di bin çavdêriya pijîşkî de ne. + +Tê gotin, lêkolîn derbarê bûyerên duh û îro de didome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) piştî eşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî li hinek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê dest bi pîrozbahiyan kir. + +Li navçeyên Riha, Şirnex û navçayên Şirnexê, Mêrdîn û Navçeyen Mêrdînê, Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, Wan û navçeyên Wanê piştî ku BDP'ê şaredarî bi dest xist, welatî hatin li ber BDP'ê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. + +Li Mêrdîn, Stewr, Sîlopî, Wan, Bêgirî, Ebex, Colemêrg, Gever, Şemzinan, Çelê, bi 10 hezaran kes li ber avahiyên BDP'ê û taxên cuda bi tevlêbûna parlamenter, rêveberên BDP, Hevşaredaran û nûnerên saziyên sivîl ên civakî kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. + +Di pîrozbahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana, alên KCK, PKK'ê, YGP'ê hatin vekirin. Dîsa rengên, kesk, sor û zer hatin vekirin. + +Bi 10 hezaran kesên li deverên cuda kom bibûn, meşên girseyî pêk anîn û bê navber silogan berz kirin. Di gellek cihan ji 7 salî heta 70 salî, ereb, kurd, suryan, tirkmen û baweriyên din jî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de govend hat gerandin û nirxandinên li ser encama hilbijartinê hat kirin. + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî, BDPê 102 şaredariyên bajar, navçe û bajarokên Bakûrê Kurdistanê qezenc kiriye. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurê pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ku di dema bidarvekirina bavê xwe de 13 salî bû, da zanîn ku dewleta wê demê ya Îranê dixwast cenazê Qazî û hevlên wî çend rojan bi darê ve bimîne. + +Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa bidarvekirina bavê xwe dike û serpêhatiyên xwe tîne ziman… + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. + +Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalkê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. + +Di 22'ê Kanûna 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin. Di Kanûna 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30'ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin. + + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredara suryanî ya Mêrdînê Febrûniye Akyol, di hilbijartinên vê carê yên herêmî de herî zêde bal kişand ser xwe. Febrûniye ku wekî nûnerê gelê Suryanî û bindest bû namzed, li ser zimanî Suryanî lîsans dike û li Tirkiyê di nava şaredarên herî genc de cih digire. + +Hevşaredara Suryanî ya Mêrdînê ya BDPê Febrûniye Akyol, ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê hat hilbijartin. Berê jî ji bo parlamenteriya BDP'ê ya Mêrdîn di hilbijartina 2011'an de Erol Dora hatibû hilbijartin. + +Piştî Mêrdîn ket destê BDP'ê li meclîsa Tirkiyeyê Erol Dora û li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê Febrûniye Akyol nûnertiya gelê Suryanî bike. Akyol, dê li gel siyasetmedarê kurd Ehmed Turk bi hevre şaredariya Mêrdînê bi reve bibin. + +Febrûniye Aykol di sala 1988'an de li navçeya Mîdyada Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Marmarayê Beşa Serokvantî û Sigortavaniyê xelas kiriye. Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û çanda Suryanii lîsansa bilind kir. Bi salan e li Komeleya Çanda Suryaniyan a Mîdyadê xebatê dimeşîne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkeftina Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan di hilbijartinên herêmî yên wî welatî de li Erdogan pîroz kir. + +Di daxuyaniyekê de ku ji Rûdawê re jî hatiye şandin, hat gotin ku Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan re axifiye û serkeftina wî di hilbijartinên herêmî de lê pîroz kiriye. + +Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî hêviya xwe aniye ziman ku serkeftina AKPê di hilbijartinan de bibe sedema wê ku Tirkiye gavên mezin di geşekirina aborî, siyasî û demokrasiyê de bavêje û pêvajoya çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê bigihîje encamê da ku çareseriyek mayînde bo pirsa kurd bi xwe re bîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere kir ku niha 120 Debabe û 20 hezar pêşmergeyên YNKê hene, û eger Wezareta Pêşmerge ne ji pişka YNKê be, dê desthiladraiya wan çek û pêşmergeyan tenê di destê YNKê de be. + +Tevî ku di hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê de YNKê wek hêza sêyem, piştî Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Gorran hat, lê YNKê bi bîra wan aliyên din tîne ku ew xwedan hêzek leşkerî ye û ti kes dê nikarbe desthilatdariya wan hêzan bike, ji bilî YNKê. + +Wî endamê polîtbûeoya YNKê, ku bo cara yekem e hejar û qasê hêz û çekên giran ên YNKê aşkere dike, ji Rûdawê xwest ku navê wî neyê aşkere kirin û got: ";Çawa Wezareta Pêşmerge nadin YNKê? Gelo ew dizanin ku 120 Debabeyên YNKê û desteya erkanên wê heye?."; + +Herwiha wî endamî da zanîn ku ";Gelo dizanin ku YNKê ji derveyî Wezareta Pêşmerge 20 hezar çekdarên wê hene, Ketîbeya Debabe, Ketîbeya Medfeî û Ketîbeya Enaziyarî yaw ê heye?";Herwiha aşkere kir ku hin berpirs di nava YNKê de hene ku ";Du ketîbeyên wan hene."; + +Ew endamê polîtburoya YNKê, berê xwe dide Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dibêje: ";Çawa dibe Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, Ajansa Parastinê û Wezareta Pêşmerge di dest PDKê de be, gelo wê çi ber bi pişka YNKê bikeve?"; + +Herwiha wî endamî amaje kir ku her 20 hezar pêşmergeyên YNKê di bin fermana ";Wezîrê Pêşmerge Şêx Caafer û Mehmûd Sengawî de ne."; herwiha dipirsê ";Çawa kesek ji derveyî YNKê dê bibe Wezîrê Pêşmerge, ji ber tiştê ku Şêf Caafer ji bo Kak Mesûd dike ez bawer nakim fermandeyekî PDKê bow î bike."; + +Ji aliyê xwe, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman, ku ser bi PDKê ve ye, rexne li helwêsta YNKê girt û got: ";Wezareta Pêşmerge wezareta xwînê ye, pêwîste hizra YNKê û PDKê nekin û artêşê rêbixin da xizmeta hemû xelkên Kurdistanê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku arîşeye herî mezin li Iraq û Herêma Kurdistanê xirabiya rewşa tendirûstiyê ye û dilgiraniya xwe jî ji vê yekê anî zaimn. + +Di çarçroveya beşadariyê di merasîma îmezekirine girêbesta berhemanîna derman di navbera kompaniyaya Awamidica û kompaniyaya Sanoferay a Frensî de, ku îro, 10.03.2014, li Hewlêrê hatibû lidar xistin, Nêçîravn Barzanî gotarek pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser rewşa tendirûstiyê li Iraqê û Herêma Kurdisatnê. + +Barzanî di gotara xwe de rexne li kerta derman girt û got: ";Mixabin çîroka xirabiya derman di welatê me de dîrokek wê ya dûr û dirêj heye"; û ragihand ku ew arîşeyeke lojîkî ye û pêwîste ew îtirafê pê bikin û got: ";Sedema wê arîşeya mezin bo xirabiya sîstema tendirûstiyê li Iraqê vedgere û ji wir jî destpê dike, ji ber ku wan hemû tişt di wî warî de kontrol kiriye û sîstema tendirûstiyê ne tenê li Herêm lê li Iraqê sernekeftî ye."; + +Herwiha Nêçîravn Barzabî di gotara xwe de hewlên Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê bo pêşxistina warê tendirûstiyê bilind nirxand û daxwaz ji wan kir ku berdewam bin li ser karên xwe di wî warî de û got jî: ";Pêwîste berdewa hemahengiya Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Tendirûstî ya Iraqê hebe."; + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo vekirina kargeheke bi wî awayî ji bo berhem anîna derman li Herêma Kurdiatnê û got: ";Ez hêvî dikim ku ev destpêk be, da piştire em bigihin astekî ku pêdiviya me bi welatên derdorê bo anîna derman nebe."; + +Di dawiya gotara xwe de jî Nêçîrvan Barzanî got: ";Ez bawerim ku em dikarin wiha bin, ji ber ku kesê şehreza û lihevhatî di nav me de û ji derve jî hene ku dikarin di wî warî de xizmetê bikin."; + +Derbarê hemahebgtiya di navbera Wezareta Navxwe û wezareta Tendirûstiyê de ji bo nehiştina dermanên xirab û wiha berdewam kir: ";Ez hêvî dikim ku Wezareta Navxwe bi awayekî cîdî tir bin di vê derbarê de, ji ber ku gelê me hêjayê xizmeta zêdetir e."; + +Kombaniyay Awamidika bo berhem anîna derman di sala 2006an de li bajarê Hewlêrê hatiye damezrandin. Wek ku berpirsên wê kompaniyayê jî amaje dikin ku niha ew 140 corên derman berhem tînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda bi navê Kurmanc li Zanîngehên Ormiyê, di malpera xwe de ragihandiye ku eger Abid Fetahî dest ji nûneratiya Meclîsa Îranê berde, ewê dawî li propagendeya xwe li dijî daxuyaniya Fetahî bînin ku kuştina Şêyda Hatemî li zanîngeha Ormiye bi xwekujî bi nav kiribû. + +Piştî ku Şêyda Hatemî keça Kurd ya xelkê gundê Nowê yê Mirgevera Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê di xewgeha zanîngeha Nazlûya Ormiyê de bi kuştî hate dîtin û Abid Fetahî nûnerê bajarê Ormiyê di hevpeyvînekê de bi malperekê re ragihand ku Şêydayê xwe kuştiye, nerazîbûnên li dijî Abid Fetahî nûnerê Kurd yê xelkê Ormiyê li parlemantoya Îranê de dest pê kirin. + +Li gor çavkaniyên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, Abid Fetahî di demekê de li nexweşxaneya Xumeynî ya Ormiyê îdia kiribû ku Şêyda nehatiye kuştin, lê hîn encamên Pizişkiya Dadê nehatibûn ragihandin. + +Di berdewamiya nerazîbûnên li dijî gotara Abid Fetahî , navenda bi navê Kurmanc li zanîneghên Ormiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Fetahî kiriye ji nûneratiya Meclîsa Îranê îstîfayê bide. + +Di daxuyaniyê de tekez jî hatiye kirin heya Abid Fetahî di karê xwe de berdewam be û dev ji kar ber nede, ewê di kar û çalakiyên propagendeyî de berdewam bibin û îdia kirine ku Abid Fetahî rêxweşker bûye da ku polîsê Ormiyê jî di demekê de ku hîn encamên lêkolînên Pizişkiya Qanûnî nehatine ragihandin, ew jî ragihîne ku Şêyda Hatemî xwe kuştiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Navendî ya YNKê di bersiva alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman de ku gotibû ";divê serokê encumenê Adil Murad dest ji siyasetê berde"; ragihand, ya rast divê Enawer Hacî Osman dest ji karê xwe berde. +Hevdîtina serokê Encumena Navendî ya YNKê Adil Murad a hefteya borî bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re li ser mesela mûçe û bûdcê bû sedema derketina devojeniyê di navbera wê encumenê û alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman ku endamê PDKê ye. +Adil Murad, dabû zanîn ku di civîna digel Malikî de ji Malikî xwestiye mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide lê Malikî jî gazinde kiriye û gotiye, ez fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê me lê yek pêşmerge jî guh nade min lê wî jî Malikî re gotiye, heta tu bûdce û mûçeyên pêşmerge nedî dê çawa guh bidin te, divê tu destpêkê wan têr bikî. +Ev daxuyaniyên Adil Murad rastî nerazîbûna alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman hatibû. Osman ji Rûdawê re axivîbû û wiha bersiva Murad dabû: ";Hêzên pêşmerge bo mirinê xebat kirine nek bo têrbûnê."; +Osman her wiha ji Adil Murad re wiha gotibû: ";Li gorî birêz Adil Murad pîr bûye, ji ber wê jî eger dest ji siyasetê berde baştir e û bila êdî mala YNKê ji vê zêdtir xirab neke."; +Li hember vê yekê, Encumena Navendî ya YNKê îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye, bersiva gotinên alîkarê wezîrê pêşmerge da û ragihand, Adil Murad Malikî razî kiriye ku mûçeyên karmendên Kurdistanê bişîne. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew li hember daxuyaniyên alîkarê wezîrê pêşmerge Enawer Hacî Osman mat mane û wiha hatiye ziman: ";Çimkî li şûna ku birêz Enwer Hacî Osman destxweşiyê li birêz Adil Murad bike dibêje em têrbûnê naxwazin. Em dizanin cenabê te têre û pêwîstiya te bi têrbûnê nîne lê divê haya te ji rewşa jiyana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hebe û bizanî ka di çi rewşekê de dijîn."; +Di daxuyaniyê de her wiha ji Enwer Hacî Osman hatiye xwestin, ya rast ew e ku ew wî erka xwe bide kesekî din da ku bikaribe agahdarî rewşa jiyana hêzên pêşmerge bibe nek Adil Murad. + +Amed (Rûdaw) – Parêzerên 92 girtiyên siyasî yên kurd, bo sûdwergirtin ji reformên nû yên qanûnên daraz Tirkiyê, serî li dadgehê dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. +Piştî ku qanûna hilweşandina dadgehên taybet hat pesendkirin û ked pratîkê û dama girtina tohmetbaran a beriya dayîna biryara dadgehê ji 10 salan daket 5 salan, hêviya berdana girtiyên KCKê, Eregenekonê û dozên din ên giran li Tirkiyê zêde bû. +Ji ber wê jî parêzerên 92 girtiyên siyasî yên kurd îro serî li dadgeha Amedê dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. +Yek ji parêzerên girtiyên siyasî ê bi navê Cîhan Aydin, diyar kir ku dadgeh dê di nav çend rojan de bersiva wan bide. +Di nav çend rojên borî de, girtiyên dozên Ergenekonê mîna fermandeyê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx, girtiyê KCKê yê bi navê Serdar Zîrîg hatin berdan, her wiha îro jî biryara berdana 3 girtiyên din ên Ergenekonê hat dayîn. + +Amed (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bo cejna Newroza îsal dawetnameyek bi 4 zimanên Kurdî, Erebî, Înglîzî û Tirkî amade kirin. + +Bi pêşengiya BDP û KCD'ê, bi dirûşma "Rêbertiya Azad Kurdistana Azad" amadekariyên Newroza Amedê tê kirin û amadekarî didomin. + +Di çarçoveya vê yekê de ji bo kesên ku ji Ewropa, Amerîka, Afrîqa û welatên Rojhilata Navîn tevlî Newrozê bibin 5 hezar dawetname hatin amadekirin û mêvanên cejna îsal dê bi 4 zimanên kurdî, erebî, înglîzî û tirkî bên vexwendin. + +Li ser dawetnameya Newrozê bi 4 zimanan wiha hatiye nivîsandin: "; Di Roja 21ê Adara 2014an Newroza ku em li Amedê Li darbixin, bi tevlîbûna we emê feyfxweş bibin."; + +Hejmara giştî ya mêvanên ku bên vexwendin wiha ye: + +1361 Parlamenter +123 Dîplomat +67 Balyozxane +175 Partiyên Siyasî +210 siyasetmedar, akademisyen û aktîvîst +117 rojnamegerên biyanî +56 rojname û televîzyon + +Hewlêr (Rûdaw) – Bûyera gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê li gundekî bajarê Makûyê jî çêbû lê di bûyerê de zirar negihîşte xwendekaran. + +Li gorî malpera Kurdpa, duh li gundekî kurdan ê bi navê Xermanyêrî yê girêdayî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê agir bi sobeya neftê ya polekî ket. + +Li gorî agahiyan, ji ber vê yekê agir bi her derê dibistanê ket û hemû şewitî lê bi alîkariya mamostayê polê xwendekar ji şewatê rizgar bûn lê hemû tiştên wan di nav agir de şewitî. + +Zivistana sala 2012an jî li gundê Şînawê yê Pîranşarê, di encama teqîna sobeya neftê ya dibistana gund de, 2 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dabûn û 28 jî birîndar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, diyar kir, nabe aliyek yan du alî çarenivîsa milletekî dikar bikin, divê ev kar bi yekdengî were kirin. Elî her wiha xwest, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê her çi zû pêk were. + +Cîgirê Barzanî û Talebanî, Kosret Resûl Elî, îro (10.03.2014) bi helkefta salvegera serhildana bajarê Hewlêrê û rizgarbûna bajêr ji destê rêjîma wê demê ya Iraqê peyamek belav kir û ragihand, divê em niha jî bi heman morala berê yek bin û bi awayekî aştiyane û li ser maseya gotûbêjê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin. + +Kosret Resûl anî ziman ku bila êdî welatî neqin qurbana hevrikî û nakokiyên siyasî û nabe tenê aliyek yan du alî biryara dawî li ser çarenivîsa milletekî bidin, divê ev yek bi yekdengî were kirin. + +Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de xwest, di demek zû de aliyên siyasî bicivin û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin. + +Nêzîkî 50 roj bi ser hilbijartinên 21ê Îlona par ên Kurdistanê re derbas bûye lê heta niha jî hikûmet pêk nehatiye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Sirûştî ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, 11% ji daristan û darên berû yên Îlamê di bin metirsiya hişkbûnê de ne. + +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, rêveberê giştî yê çavkaniyên sirûştî yê Îlamê Riza Ehmedî ragihand, li parêzgeha Îlamê 642 hezar hiktar daristan heye ku 11% ji darên berû di metirsiya hişkbûnê de ye. + +Riza Ehmedî, diyar kir ku bo çareserkirina vê pirsgirêkê pilan danîne ku her welatiyekî îlamî her hefte 3 daran biçîne û da zanîn, li gorî vê bernamê di heyama rojên Newrozê de dê 2 milyon û 600 hezar dar bi ser welatiyan de were belavkirin. + +Rêveberê giştî yê çavkaniyên sirûştî yê Îlamê anî ziman ku di çarçoveya bernameya ";Hefteya Çavkaniyên Sirûştî"; de jîngehparêz û yên ku ji sirûştî hez dikin, 200 dar çandin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku ev demek bû baran lê nebariyabû, baraneke zêde bariya. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji roja yekeşmê de û bê ti qutbûnekê li herêma Koabanî dibare. + +Baranê kolanên bajarê Kobanî tijî av kirin û di encamp de lehî rabû. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku milet bi barîna baranê kêfxweşbû, ji ber ku îsal ta vê demê baran kêm bariyabû û ger ku nebariyaba wê bandoreke nerênî li buharê bikiria û wê ziyanê jî bigihanda çandiniya xelkê. + +Ava lehiya baranê kete gelek dikan û malên xelkê û ziyan gihande dikandaran û cil û cêraxên hinek malan şil kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro 44 sal di ser rêkeftina 11ê adara 1970 de ya ku di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û rêberê Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin, derbas dibe. + +Li gor wê rêkeftinê, wek cara yekem hikûmeta Iraqê li mafên gelê Kurd mikur hat û biryar hat dayîn ku heta sala 1977an û di rêya serhejmariyeke giştî re herêmeke otonomî li Başûrê Kurdistanê bê ragihandin, lê bi mercê ku Kurd di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin. + +Lê belê ji ber ku Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir Başûrê Kurdistanê bêy Kerkûkê bibe herêmeke otonomî, hikûmeta Iraqê di sala 1974an de ji yek alî de biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetand. + +Hikûmeta Iraqê pîlan û komployên xwe li dijî gelê Kurd nesekinandin û di sala 1975an de Peymana Cezayirê bi Îranê re îmze kir. + +Li gor wê peymanê Bexda razî bû car din sînorê navbera Iraq û Îranê bê diyarkirin bi mercê ku Tehran piştgiriya şoreşa Kurdan neke. + +Bi vî awayî jî rêkeftina 11ê adarê bi dawî hat. + +Qamişlo (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir. + +Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûnda dest ji mektebê ber dide. + +Rûdaw di salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de xwe gihande dayika û malbata wî. + +Dayika Mihemed Şêxo dibêje ku hemû stranên Mihemed Şêxo xweşin wek Xem û Xeyalê. + +Dayika Şêxo anî ziman ku dema Mihemed Şêxo sax bû kesî guh nedida wî. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekîd li ser yekgirtina hemû aliyên Kurdistanê kir û dibêje ku Kurd zimanê gef û dorpêça siyasî û aborî qebûl nake. + +Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta cejna Newroz û bîranînên adarê belav kir û tê de got ";Gelê Kurdistanê nifş bi nifş berxwedan kiriye û niha nifşek hatiye ku bi ti awayekî dektatoriyet û dagîrkirinê qebûl nake û azadî û serkeftinê misoger dike";. + +Barzanî bal kişand ku gelê Kurd bindestiyê qebûl nake û serhildana behara 1991ê wek peyamek da zanîn û got ";Serhildana mezin a gelê me di adara 1991ê de ne tenê bûyereke dikeve dîrokê û em her sal bi bîr tînin, lê belê peyameke herdemiye ji hemû dinyayê re ku Kurd bindestiyê qebûl nake";. + +Serokê Herêma Kurdistanê yekgirtina aliyên Kurd di serhildanê de bi bîr xist û got ";Her demekê Kurd yekdeng û yekhelwest bin ti hêzek wê nikaribe rê li armancên wî bigire";. + +Barzanî tekîd kir ku Kurd aştîxwaze û nabê êdî mafên wî bêne binpêkirin û bi zimanê gef û dorpêça siyasî û aborî reftar ligel bê kirin. + +Barzanî kîmyabarna Helebce jî bi bîr xist û got ";Divê mirovatî bi şerm ve di asta wê karesatê de bisekine. Helebce ji Kurdan re bûye nasname";. + +Helebce (Rûdaw)- Îro sêşemê li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê endamekî asayişê di nav mala xwe de xwe kuşt û nameyek li pey xwe hişt. + +Çavkniyek ji polîsê Helebce ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew kesê xwe kuştiye navê wî Beyar Qadir e û li Rêveberiya Asayişa Şarezorê dewam dikir";. + +Çavkaniyê diyar kir ku wî endamî di nava mala xwe de xwe kuştiye û kilaşinkofek li cihê bûyerê hebû. + +Çavkaniyê herwiha got ";Wî nameyeke li pey xwe hiştiye û tê de dibêje ji ber pirsgirêkeke civakî xwe kuştiye";. + +Rêveberiya polîsê Helebce ragihand ku heta niha raporta bijîşka dadê negihe destê wê, ew ti daxuyaniyekê li ser bûyerê nadin û lêkolîn derbarê bûyerê de didome. + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotelê de pêk hat. + +Avahiya hotela Hedaya navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye. + +Rûdaw dê zanyariyên nû belav bike.. + +Uzey Bulut + +Enqere (Rûdaw) -Hesen Elewî (84) bi tawana arîkarî û hevsoriya ligel PKKê sizayê 6 salan zindan li ser hate sepandin. Elewî yek ji wan 500 girtiyên kurd e ku di rewşeke tendirustiyê ya xirab de ne li zindanên Tirkiyeyê. Herwiha rêxistinên mafên mirovan dibêjin ev zindanî ji çareseriya tendirustiyê bêbeş in. + +Hesen Elewî ji ber gellek nexweşiyan dinale û lingên wî jikar ketine. Pişt ku sizaya girtina wî ji aliyê dadgeha bilind a Tirkiyê ve hate pesendkirin, li bajarê Mûşê kete zindanê. Bi tawana arîkarî û dilsoziyê ligel rêxistina "terorîstî" li gor gotina dadgehên Tirkiyê, ku mebest PKK ye, ev mirov hate girtin. + +Serokê şaxê Mûşê yê Komeleya Piştgiriya Mirovên Zindaniyan, Umer Uzun, bi diltengî dibêje "tevî ku Hesen Elewî ji ber bêhnçikînê û hejmarek ji nexweşiyên din diêşe û nikare tevgerê bike, lê dadgeha bilind sizayê girtina wî pesend kir." + +"Li Tirkiyê ne girîng e temenê te 12 sal be, yan 84 sal be. Eger tu Kurd bî, ti dadperwerî ji te re nîne li dadgehên Tirkiyeyê", weke ku Umer Uzun dibêje. + +Li gor statîstîkên Komeleya Mafên mirovan li Tirkiyê IHD, niha 544 girtiyên siyasî yên kurd li zindanên Tirkiyê nexweş in. Di vê mehê de 2 zindaniyan ji wan jiyana xwe ji dest dan. + +"Rewşa zindaniyên nexweş ku mafê wan yê tedawiyê hatiye binpêkirin, her rojê xirabtir dibe." Seroka Komeleya Piştgiriya Mirovên Zindaniyan, Derya Osê, di xwepêşandanekê de li derveyî zindana Amedê, ku roja sêşema borî birêveçû, herwiha got:"Zindaniyên siyasî di rewşeke gellekî xirab de ne. Girtî bi kefenê sipî li nav zindanê tên û diçin." + +Heftiya borî di serdanekê de bo Îtalyayê, serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji rojnamevanan re got ku desthilata wî ya yasayî nîne ji bo azadkirina ti zindaniyekî. Gul got: "Tenê wê demê dikarim gavê bavêjim ku raporta peymangeha bijîjkî ji min re bê şandin." + +Li gor agahiyeke ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 13 salên borî de 2300 girtiyên di zindanên Tirkiyê de cane xwe ji dest dane. + +Îzzet Toprak girtiyê heman zindanê ye ku Hesen Elewî tê de ye. Ew jî di nameyeke vekirî de daxwazê li desthilatdaran dike ku Elewî azad bikin. + +Hejmara girtiyên ku di zindanan de dimirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe. Destpêka vê mehê girtiyekî temen 44 salî piştî 6 salan ji hiştina wî li zindanê, li zindana Bidlîsê bi krîza dil koça dawî kir. + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotelê de pêk hat. +Li gorî zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, îro, 11.03.2014, 5 çekdaran êrîşî avahiya hotela Hedaya navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye, kirin. +Herwiha li gorî ku şahidekî bûyerê ji Rûdawê re aşkere kir, piştî ku wan çekdaran êrîşî wê avahiyê kirin, ku di nav wan de jin jî hebûn, jin û zilamekî ji nav çekdaran xwe di avahiyê de teqandin û di encamê de hejmarek qurbanî ketin. +Wî şahidî da zanîn jî ku ji encama êrîş û teqînê 8 kesan jiyana xwe jidest dan û nêzîk 20 kesan birîndar in û birîna hina ji wan girane, lewma pêşbînî tê kirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe. +Li gorî ku heta niha hatiye belav kirin, navê kesên ku jiyana xwe jidst dane evin, Cîhan Murad, Awaz Mehmûd Mihemed, Emîne Bilal Mihemed, Helebce Tehe Xelîl, Ferhad Ebdilezîz Osman, Elaidîn Ebulîlah Osman, Îbrahîm Ezîz Melek û Mûse Azad Mûse. +Ji aliyek din ve heman şahidî amaje kir ku du kes ji wê grûpa çekdarî niha li cem hêzên asayişa PYDê girtîne. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) – Ji bo Berkîn Elvan ê ku 269 roj bû di komayê de li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê di bin çavdêriya taybet de bû û destê sibê jiyana xwe ji dest da, li Dêrsîmê jî çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Têkildarê mirina Berkîn Elvan, Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû got ku ji bo êşên vê erdnîgariyê nîşaneya herî mezin ev e ku zulm û sitembariya ku li ser zarokan pêk tên. +Îro danê nîvroyê Hevgirtina Hêzên Şoreşger ên Dêrsîmê li Kolana Hunerê li hev civiya heta li ser Sûka Binerdê ya navenda Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xist û li vir Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê mirina Berkîn Elvan û bûyerên Parka Geziyê ji çapemeniyê re daxuyand. +Dogrû got ku heman mantalîteya ku li Kurdistanê Enesê 6 salî, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol kuştine, Berkîn Elvan jî kuştiye. Dogrû, di vî warî de wiha pê de çû: ";Ji bo êşên vê erdnîgariyê nîşaneya herî mezin ev e ku zulm û sitembariya ku li ser zarokan pêk tên. Berxwedana ku bi Parka Geziyê re dest pê kir, gav bi gav li Tirkiyê belav bû û bû navendeke din a opozîsyonê. Rûyê rast ê serdestên ku ji vê berxwedanê tirsiya û veceniqî; bi kuştina Berkîn Elvan û Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Abdûllah Comert, Mehmet Ayvalitaş, Ahmet Atakan, Medenî Yildirim ê Licêyî derket holê."; +Dogrû, anî zimên ku ta ku ‘dewleta zulmê neyê şikandin’ ‘kuştina’ Berkîn Elvanan berdewam dike. Di vî warî de Dogrû wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Divê sitemkar baş bizanin ku bi kuştina zarokên me, nikarina têkoşîna mafdar a vî gelî biqedîne. Vî gelî carê bawerî bi azadiyê aniye û ji bo bidestxistinê azadiyê bedela pêwîst jî texsîr nekiriye."; +Dogrû derbirî ku ‘xeta berxwedêriya Seyîd Riza bi Berkîn Elvanan’ didome. Dogrû, di vê bareyê de wiha axivî: ";Pêwîst e êdî sitemkar têbigihêjin ku ev xeta berxwedêriyê bi kuştinan naqede. Li ser vê erdnîgariyê bi kuştina Berkîn Elvan, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkolan aştî pêk nayê. Ji bo aştiya civakî, divê berê her tiştî bila destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me vebikişînin. Ta ku ev mantalîteya hebe û zarokên me bikujin, ne mumkin e ev axa bi aştiyê şad bibe."; + +Dogrû diyar kir ku ew naxwazin êdî li vî welatî xwîn birêje û wiha domand: ";Êdî em naxwazin zarokên me li vî welatî bimirin; lê di heman demê de em ê xulamtî û koletiyê jî qebûl nekin. Dema em banga aştiyê dikin, em ê hingê daxwaza azadiyê jî nedin aliyekî. Em dixwazin bi nasname û baweriya xwe azad bijîn. Aştî, tenê dikare bi vî awayî pêk bê. Bi yekperestî, nefî, birçîbûn û hejariyê, li hemberî polîtîkayên sitemkariyê em ê serê xwe netewînin. + +Wekî Hêzên Hevgirtî yên Şoreşger em soz û belên didin ku em ê nehêlin kujerên Berkîn Elvan di nav me de bigerin. Rêya Berkîn, rêya me ye."; +Piştî daxuyaniyê, girse bi bêdengî belav bû. +Malbata Berkîn Elvan bi eslê xwe ji navçeya Pilûr a ser bi Dêrsîmê ye. Berkîn Elvan di çalakiyên Parka Geziyê de dema ji bo nan ji firûnê bikirre derket derve, bi gulleya gazê ya polêsan di serê xwe de giran birîndar bû. Berkîn Elvan ê ku 269 roj e di bin pişkinîna taybet de di qomayê de bû, îro destê sibê di demjimêr 07:00an de jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan ê ku di qomayê de ketibû 15 saliya xwe, ji 45 kîloyî daketibû 16 kîloyî. + +Piştî mirina Berkîn Elvan hat bihîstin hema bigire li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakî hatin lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, dê di nav 2 rojên bê de kabîneya heşetemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê were ragihandin û ev yek jî dê bi beşariya hemû partiyan pêk were. + +Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî, li ser pêkanîna hikûmetê ji Rûdawê re got, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê 2 rojên din were avakirin û dê kabîneya heştem were ragihandin. + +Êminkî anî ziman ku kabîneya nû ya hikûmetê dê li ser rizamendî û beşdariya hemû aliyan be û hikûmetek niştimanî be. + +Berdevkê PDKê da zanîn ku endamên polîtburoya partiya wan duh civiyane û li ser çareserkirina nakokiyan hatiye axaftin bi taybet li ser pêşniyar û daxwaziyên Tevgera Gorranê hatiye gotûbêjkirin. + +Tevgera Gorranê, ku di hilbijartinan de di rêza duyem de cîh girtibû daxwaza yek ji wezaretên Navxwe yan Pêşmerge ku we wezaretên kilîdî tên nasîn, dike. + +Nêzîkî 6 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk nehatiye. + +PDK wek partiya yekem di hilbijartinan de bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin. + +Qamişlo (Rûdaw) - Asayişa PYDê ragihand ku kesên ku êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn ";Misrî, Siûdî û Tûnisî"; bûn. +Îro piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotêla Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û pişt re teqîn di nav hotêlê de pêk hat. +Li gorî nûçeyeke malpera HawarNewsê ya nêzîkî PYDê, rêvebera asayîşa giştî Ayten Firat di daxuyaniyê de diyar kir ku "Kesên êrîş pêk anîne 7 kesin û ne ji vê herêmê ne. Ev 4 kesên ku mirine, ji Misir, Erebîstana Siûdî û Tûnisê ne, girêdayî komikên terorîstî ne. Li ser laşê wan cihê derziyên hişbir hene. " +Ayten Firat, anî ziman ku di encama vê êrîşa de 4 êrîşkar mirin 3ê din jî li cem wan girtî ne, herwiha da zanîn ku 5 hemwelatiyên sivîl jî ku 3 ji wan jin in, jiyana xwe ji dest dan. 2 welatiyên ku yek ji wan jî jin e û birîndar bibûn li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. +Berpirsa asayişê her wiha zanîn ku wan di dema êrîşê de 3 êrîşkar girtine û lêpirsîna wan didome. +Ayten Firat anî ziman ku encama lêpirsînê û detayên êrîşê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkerekirin. + + +Îlam (Rûdaw) – Nûnerê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê Ehmed Şohanî, diyar kir ku dê konsulxaneya Iraqê li bajarê Îlamê were vekirin. + +Li gorî ajansa Mêhr a îranî, nûnerê parêzgeha Îlamê li parlamentoya Îranê Ehmed Şohanî îro serdana deriyê sînorî yê Mêhranê yê navbera Iraq û Îranê kir û ragihand, dirêjahiya sînorê Îlamê bi Iraqê re 420 kîlometr e her wiha rojane herî kêm 5 hezar kes ji deriyê sînorî yê Mêhranê re derbas dibin. + +Ehmed Şohanî, anî ziman ku ev jî girîngiya deriyê Mêhranê nîşan dide lema vekirina konsulxaneya Iraqê li Îlamê lazim e. + +Şohanî da zanîn ku ev daxwazî bi rêya wezîrê derve Mihemed Cevad Zerîf ji rayedarên Iraqê re hatiye gotin her wiha balyozê Iraqê li Tehranê Mecîd Şêx jî soz daye vê yekê ji Bexdayê re bigihîne. + +Nûnerê Îlamê destnîşan kir ku li gorî sozên balyozê Iraqê konsulxaneyên Iraqê li Îlamê û Ormiyê dê were vekirin. + +Parêzgeha Îlamê bi 3 parêzgehên Iraqê re hevsînor e û piraniya kesên ku ji deriyê sînorî yê Mêhranê re derbasî Iraqê dibin bo ziyareta cihên pîroz ên şîeyan li bajarên mîna Necef û Kerbelayê diçin. + +Mûsil (Rûdaw)- Endamekî serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest ji kar vekişand û ragihand ku sedema vê biryara wî nakokiyên nav YNKê bûye. +Berpirsê melbenda Mûsilê ya YNKê, Arif Rûşdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Ji roja 8ê Adarê ve min dest ji posta xwe vekişandiye û min biryara destjikar vekişana xwe jî pêşkêş kiriye."; +Derbarê sedema destjikar vekişanê jî, Arif Rûşdî got: ";Sedema vê biryarê nakokiyên nava YNKê ye."; +Hevdem navhatî red kir ku wî dest ji posta endamtiya serkirdatiya YNKê berdabe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Rêveberiya PKKê Duran Kalkan, diyar kir ku di girtin û berdana sererkanê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx de rola Amerîka girîng e û îdia kir ku Başbûx xwe ji siyasetê re amade dike. Kalkan li ser êrişên li dijî HDPê jî got, ew êriş bi awayekî pilankirî û ji bo dûrxistina HDPê ji civaka Tirkiyê tên kirin. + +Yekemîn daxuyaniya PKKê li ser berdana girtiyên doza Ergenekonê bi taybet sererkanê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûx ji aliyê endamê rêveberiya PKKê Duran Kalkan ve hat dayîn. + +Duran Kalkan, tevlî bernameya Polîtîk Alan a Stêrk TV bû û ragihand, berdana girtiyên Ergenekonê bi taybet sererkanê berê yê artêşê Îlker Başbûx bûyerekî balkêş e û diyar kir, girtin û berdana Başbûx normal nebû çimkî di girtin û berdana wîde rola Amerîka girîng e. + +Kalkan anî ziman ku li Tirkiyê fermandeyên artêşê bi taybet Başbûx girîng e, dema hat berdan jî mîna lîderekî siyasî tevgeriya ji ber wê jî dibe ku ji aliyê hinek aliyan ve wek namzedê serokomariyê yan jî serokwezîriyê were nîşandan. + +Li gorî Kalkan, hikûmet ji bo ku Cemaeta Gulen bin bixe dê rolekî bide Başbûx jî lê êdî dewleta Tirkiyê pevçûnên navbera AKP-Cemaetê, AKP-Ergenekon û Ergenekon-Cemaeta Gulen ranake ji ber ku êdî rêjîm sist bûye û bizmarên wê ketine. + +Li ser êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî wî rayedarê PKKê got, êrişên li dijî HDPê bi taybet tên pilankirin û ev jî çavkaniya xwe ji aloziya nav dewletê digire û dixwazin bi vê yekê nehêlin HDPê bikeve nav civaka Tirkiyê. + +Sererkanê berê yê artêşê Îlker Başbûx, roja 8ê Adara îsal û piştî 26 mehan hat berdan. Başbûx bi tohmeta dariştina pilana kûdetayê li dijî hikûmeta AKPê û jinabirina Cemaeta Gulen hatibû girtin. + +Li pey Başbû, ev çend rojin piraniya girtiyên Ergenekonê hatin berdan. + +Dêrsîm (Rûdaw) –Li Dêrsîmê di çalakiya ji bo Berkîn Elvan de bûyer qewimîn. Pevçûnên ku di navbera çalakger û polîsan de derketin hê jî berdewam dikin. Mudaxeleya polîsan bi wesayîtên zirxpoş, bi ava şid û bombeyên gazê pêk tê. Herî kêm du çalakger birîndar bûn. Çalakgerên birîndarbûyî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê. +Ji bo Berkîn Elvan ê ku 269 roj bû li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê di qomayê de di bin çavdêriya taybet de bû û destê sibê jiyana xwe ji dest da, di bûyerên ku li navenda Dêrsîmê di navbera çalakger û polîsan de derketin de kêmanî du kes birîndar bûn. Bûyerên ku di demjimêrên êvarê ve li ser Kolana Cûmhûriyetê û li kûçeyên derdorê dest pê kirin, hê jî berdewam dikin. +Çalakgeran bankamatîkên çend bankayan jî şikandin û hewl dan bi gelek kelûpelên hesinî rêya wesayîtên zirxpoş girê bidin. +Girseya ku bi piranî ji çalakgerên ku rûyên wan poşandî pêk hatibû, piştî hatin li ber 'Qereqola Polêsan a Şehîd Nahît' bi kevirbaranê re polêsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyê wan kirin. +Di heman demjimêran de çalakiyekê jî li Taxa Gazîkê bi rê ve çû, lê çalakî bi giştî bêkêşe derbas bû. Piştî ku hat bihîstin ku li navenda bajêr bûyer gurr bûne, gelek xwepêşanderên li vir beşdarî xwepêşandanê bibûn bi pêyan hatin tevlî çalakiyên li Kolana Cûmhûriyetê tevlî çalakiyan bûn. +Herwiha îro danê nîvroyê jî Hevgirtina Hêzên Şoreşger ên Dêrsîmê li Kolana Hunerê li hev civiyabû heta li ser Sûka Binerdê ya navenda Dêrsîmê xwepêşandanekê li dar xistibû û li vir Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê mirina Berkîn Elvan û bûyerên Parka Geziyê ji çapemeniyê re daxuyandibû. +Malbata Berkîn Elvan bi eslê xwe ji navçeya Pilûr a ser bi Dêrsîmê ye. Berkîn Elvan di çalakiyên Parka Geziyê de dema ji bo nan ji firûnê bikirre derketibû derve, bi gulleya gazê ya polêsan di serê xwe de giran birîndar bû. Berkîn Elvan ê ku 269 roj e di bin pişkinîna taybet de di qomayê de bû, îro destê sibê di demjimêr 07:00an de jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan ê ku di qomayê de ketibû 15 saliya xwe, ji 45 kîloyî daketibû 16 kîloyî. +Cenazeyê Berkîn Elwan sibe piştî ku li Cemxaneya ku li Okmeydani ya Stenbolê pêwîstiyên dînî hat cîbicîkirin, tê veşartin. +Piştî mirina Berkîn Elvan hat bihîstin hema bigire li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li 15 bajaran çalakî hatin lidarxistin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Saziya Malbatên Şehîdan, a ser bi PYDê ve, li Rojavayê Kurdistanê navê her 8 kesên ku di teqîna îro li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dabûn, belav kir. + +Îro, 11.03.2014, piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotêla Hedaya li cadeya Wehde ya li nav bajarê Qamişlo kirin û piştre teqîn di nav hotêlê de pêk hat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. + +Li gorî ku Saziya Malbatên Şehîdan ragihandiye, navê kesên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dane ev in: + +Cîhan Murad temen 37 sal, Awaz Mehmûd Mihemed temen 23 sal, Emîne Bilal Mihemed temen 25 sal, Helebce Taha Xelîl temen 24 sal, Ferhad Ebdilezîz Osman temen 27 sal, Elaidîn Ebulîlah Osman temen 30 sal, Îbrahîm Ezîz Melek temen 52 sal, Mûse Azad Mûse temen 18 sal. + +Herwiha li gor zaniyariyên ku heta niha gihîştine Rûdawê, her du kesên ku xwe di nava hotêla Hedaya, ku navenda şaredariya bajarê Qamişlo ya PYDê ye, teqandine yek ji wan bi navê Cerîh el-Cezrawî ye û yê din bi navê Ebû Mihemed el-Ensarî ye. + +Herwiha Asayişa PYDê ragihand ku kesên ku êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn ";Misrî, Siûdî û Tûnisî"; bûn, û wan karîn 3ê çekdaran jî bigirin. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di rojeke wek îro berî 10 salan de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. + +Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. + +Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. + +Herwiha bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û hin bi mehan û hin jî bi salan di zindanên rejîmê de man û rastî îşkenceyê hatin. + +Heta vê gavê ti partî û saziyeke sivîl li Rojavayê Kurdistanê hejmarên rast û drust derbarê kuştî, birîndar, girtî û ziyanên madî yên serhildana 12ê Adarê de li cem wan tine ye. + +Di wê serhildanê de gelê Kurd daxwaza mafên xwe û herwiha lêpirsîna kesên ku bûne sedema kuştina Kurdan kirin. Lê belê heta niha rejîma Sûriyê derbarê vê yekê de ti gav ne avêtine. + +Her sal gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12ê Adarê û kesên ku di encam de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. + +Îsal jî wê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajar û bajarokên Rojava û herwiha li derve jî çend çalakiyan bi vê helkeftê li dar bixin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna duh a li bajarê Qamişlo şermezar kir û li dijî aştiya civakî li herêmê da zanîn. + +Duh piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e, kirin. + +Rêveberiya giştî ya asayişa PYDê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";çekdarên êrîşî avahiyê kirine misrî, tûnisî û siûdî ne û 4 ji wan di teqînê de hatin kuştin û 3 jî hatine girtin";. + +Di encama teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de 4 jin jî hene. + +Derbarê teqînê de sekreteriya giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de ";ew tawana qirêj a ku di encam de kesên sivîl û bêguneh jiyana xwe ji des dan şermezar kir";. + +ENKSê bang li gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve kir ku li dijî wan karan rawestin û got ";Armanca van êrîşan ewe ku aştiya civakî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê têk bibin";. + +ENKSê herwiha berpirsyariya wê tawana ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatiye kirin, xiste stûyê rejîma Sûriyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û armanca wan ewe di nava yek partiyê de bibin yek. lê heta nikarîne wê armancê pêk bînin. + +Herî dawî biryar bû kongreya yekgirtina her çar partiyan di 3yê adarê de li Hewlêrê bihata lidarxistin, lê ew jî çênebû û kongre heta demeke nediyar hat paşxistin. + +Çavkaniyek ku haya wî ji civînên di navbera serkirdatiya Yekîtiya Siyasî de heye ji Rûdawê re got ku Partiya Demokrata Kurd El-Partî, sedema sereke ya li dar nexistina kongreyê ye. + +Ew dibêje, hin kes di nav serkirdatiya el-Partî de hene ji ber berjewendiyên xwe yên taybet naxwazin ev yekîtî herî serî û her çar partî bibin yek. Lê belê endamekî Polîbîtoya El-Partî vê yekê red dike. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, serkirdeyên her çar partiyên Yekîtiya Siyasî derbarê lidarxistina kongreyê de li hev nakin û bi giştî li ser 2 grûpan parve bûne. + +Grûpek naxwazin kongre bê lidarxistin û dibêjin divê serkirdatiya partiya nû ji nav serkirdeyên her çar partiyan bê hilbijartin û pişt re ew sekreterkî ji xwe diyar bike. + +Lê grûpa din li ser lidarxistina kongreyê îsrar dikin û dibêjin, ew qebûl nakin bêy kongre ti serkirdatiyek bê hilbijartin yan jî bê diyarkirin. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, piraniya endamên her çar partiyan li hundirê Rojavayê Kurdistanê ew jî dixwazin serkirdatî û sekreter jî di kongre de bêne hilbijartin. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Gazinda min ji buharê ew bû ku bilbilê xemgîn li ser darên gulan anî xwar bi agirê zikerşiya xwe şewitand, Mihemed şêxo aşiq û evîndarê buharê bû lê weke felekê pêre xayin ket, lewma her kesî dîtibû çawa mîna kelemperê li bayê jiyanê diket û ji parçeyekî welat berve yê din ve diçû ,heta ku Rojava û Başûr û Rojhilat kirin hevparên xem û awazên xwe. + +Hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê yê Rojavayê Kurdistanê hate diniyayê û şûna wî di huner û muzîka kurdî de gelek diyar e. Bavê Felek ked û xebateke dirêj a di warê hunera Kurdî de pêkêş kir û piştî u jiyana xwe bi perîşanî û di koçberiyê de derbas kir, sala 1989an de çû ber dilovaniya xwe. + +Hunera ku vî hunermendî mezin li pey xwe hişt, li dilê her mirovekî Kurd xist û di nav her maleke kurdperwr de stranên wî tên guhdarkirin. Wî bi stranên xwe kul û derd û zordariya li ser miletê xwe vedigton. + +Ne heps û ne jî sîtemkariya welatên dagîrkerên Kurdistanê nikarîbûn dengê wî birbirin. Mihemed Şêxo stranên xwe yên herî xweş û watedar di nava zindanê de gotine û ji ber ku dilsozê huner û doza miletê xwe bû, ew ji hunermendan re bûye mînak û bi dehan hunermendên Kurd heta vê gavê jî bi stran û awazan wî zindî dihêlin. + +Bilibilê xemgîn Mihemed Şêxo di navbera salên 1969 heta 1972yan dest bi xwendina akadîmî ya muzîkê kir û bi çend hevalên xwe re Koma Serkeftin ava kir. Kesên akadîmî û pisporên muzîkê yên hunera wî şopandine û li stran û awazên wî guhdar kirine, dibêjin divê hunera ku Mihemed Şêxo li pey xwe hiştiye di peymangeh û dibistanên muzîkê de bê xwendin. + +Bavê Felek mîna gelek hunermendên Kurd di hunera xwe de hertim daxwaza mafên gelê Kurd dikir û berî ku koça dawî bike, bi stranekê xwest xatirê xwe ji vê diniyayê bixwaze û dilê bi deh hezaran hezkiriyên xwe xemgîn kir, lê ji wan xwest di her adarekê de wî şiyar bikin daku dilê wan şên û geş bike. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Di nava serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) de nakokî li ser kar û siyaseta sekreterê partiyê Mihyedîn Şêx Alî derketin holê. Şêx Alî bi wê yekê tê tometbarkirin ku berûvajî siyaset û xeta partiyê kar dike û berê partiyê ber bi cihekî ve dibe ku li dijî berjewendiya gelê Kurd li Sûriyê ye. + +Ev nakokî bi belavbûna bangewazekê bi navê desteya serkirdatiya PYDKSê aşkere bûn û tê de hatiye gotin ku ";hinek hevalên wan di desteya serkirdatiyê de, û ji wan sekreterê partiyê, ji dema ku kongreya heftem a partiyê berî salekê hatiye lidarxistin û heta niha de, sîstema navxweyî û programa siyasî ya patrtiyê binpê dikin";. + +Desteya serkirdatiyê diyar kir ku ";helwestên sekreterê partiyê ligel rêbaza siyasî û programa partiyê û herwiha biryarên kongreyê naguncin";. + +Di bangewaziyê de sekreterê PYDKSê Mihyedîn Şêx Alî bi wê yekê tê tometbarkirin ku ";berê partiyê ber bi cihekî ve dibe ku li dijî siyaseta partiyê û berjewendiya gelê Kurd li Sûriyê ye û herwiha ew biryarên rêkxistinî û siyasî bi tena serê xwe derdixe";. + +Desteya serkirdatiya PYDKSê herwiha got ";Sekreterê partiyê erk û karên xwe yên rêkxistinî û partîtiyê piştguh dike û bêy ti hincetekê di civînên desteya serkirdatiyê de amade nabe";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di rojên 6 û 7 û 8ê adarê de serkirdatiya PYDKSê civîna xwe ya asayî li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xistibû, lê sekreterê partiyê Mihyedîn Şêx Alî û 2 nedamên serkirdatiyê yên ji Efrînê tevlî wê civînê nebûn. + +Di civînê de nakokî li ser kar û siyasetên sekreterê partiyê derketin holê û di encam de 3 endamên serkirdatiyê ji civînê vekişiyan. + +Endamê serkirdatiya PYDKSê Kameran Hac Edbo ku yek ji wan kesên ku ji wê civînê vekişiyabûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Beşek ji desteya serkirdatiyê bi naveroka vê bangewaziyê re ne";. + +Hac Edbo herwiha got ";Piştî em vekişiyan, serkirdatiyê biryar da lêpirsîn ligel sekreterê partiyê bê kirin";. + +PYDKê ku bi navê el-Wihde tê naskirin, di sala 1993yan de bi serokatiya Îsmaîl Omer ê koçkirî hat avakirin û ew di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) endam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina 3 kesan derxist ku di dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî de hatine tometbarkirin û berî niha hatibûn azadkirin. + +Parêzerê dosyeya Kawe Germiyanî, Kawe Letîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryara girtina wan 3 kesan li ser doza malbata Kawe Germiyanî ye. + +Letîf diyar kir ku ew 3 kes di şeva kuştina Kawe Germiyanî de li nav bajarê Kelarê bûn û kilaşinkof ligel wan bû û li gor lêkolînên asayişê wê şevê teqe ji çekên wan hatiye kirin, lewra ew hatibûn girtin, lê asayişê bêy ku li dadgehê vegere ew azad kiribûn. + +Letîf herwiha got ";Îro malbata Kawe Germiyanî dozek li ser her sê kesan vekir û dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina wan derxist";. + +Bi van 3 kesan, hejmara kesên ku di dosyeyê de biryara girtina wan derketiye digihe 5 kesan. Yek ji wan endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî ye û yê din rêveberê gihandina xetên elektrîka Germiyanê Zaxo Ehmed e, lê navê her sê kesên din nehatine aşkerekirin. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşkê taybet ê serokomarê Iraqê Celal Talebanî ragihand ku tenduristiya Talebanî başe û baştir dibe. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), parêzgarê Kerkûkê û bijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Necmedîn Kerîm got ";Tenduristiya Talebanî gelek başe û ber bi baştir ve diçe";. + +Kerîm aşkere kir ku ew rojên 7 û 8ê vê meha adarê li Almanya ligel serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî bû. + +Celal Talebanî yê 81 salî, şeva 17/12/2012 li Bexdayê rastî celteya mêjî hat û roja 20/12/2012 di bin çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet de ew rakirin nexweşaxneyek Almanya û heta niha li wir tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di 12ê adara 2004an de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. + +Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. + +Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. + +) + +Hewlêr (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna ku duh li nav avahiya şaredariya bajarê Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jiyana xwe ji dest da. Îro jî cenazeyên her neh kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan li Qamişlo bi xakê hatin spartin. + +Duh piştî nîvro grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî PYDê ye û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest û nêzîkî 20 kesan birîndar bûn. + +Îro serê sibehê zû birîndarekî teqînê bi navê Elî Xelef ji giraniya birînên wî Ii nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyên her 9 kesan îro bi merasîmekê bi amadebûna nûnerên PYDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û bi hezaran xelêk Qamişlo, li goristana ";Şehîd Delîl Sarûxan"; li bajêr bi xakê hatin spartin. + +Alîgirên ENKSê û rêxistinên ciwnanan ku li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûbûn tevlî merasîmên bi xak spartina her neh kesan bûn û bi hev re çûne goristanê. + +Li gor daxuyaniya rêveberiya giştî ya asayişa PYDê, ";çekdarên êrîşî avahiya şaredariyê kirine misrî, tûnisî û siûdî ne û 4 ji wan di teqînê de hatin kuştin û 3 jî hatine girtin";. + +Efrîn (Rûdaw)- Şeva borî dora saet 11 bi dema Rojavayê Kurdistanê, rokêtek li nêzîk gundê Qorta yê girêdayî nahiyeya Bilbilê li herêma Efrînê ket. + +Şahidekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqîna rokêtê de hinek ziyanên madî gihiştine zeviyeke darên zeytûnan ku derdora 100 dar hatine têkçûn û camên malekê jî şikestine, lê ti ziyanên canî tine ne. + +Li gorî heman şahidî, çavkaniya vê rokêta ku 15 km ji sînorê di navbera Rojava Bakurê Kurdistanê ketiye, nediyar e. + +Şahidê bûyerê diyar kir ku hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî teqînê gihiştin cihê bûyerê û dever dorpêç kirin. + +Şahid herwiha got ku teqîn gelekî bihêz bû kûrahiya korta teqînê nêzîkî 6 mitran û ferehiya wê nêzîkî 15 mitran bû lewra tê texmînkirin ku rokêt ji corê Skod be û çavkaniya wê jî hêzên rejîma Sûriyê bin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Artêşa Iraqê toneleke çekdaran ku di navbera Iraq û Sûriyê de li rojavayê parêzgeha Enbarê hatibû kolandin, têk bir. + +Li gor medyaya iraqî, helîkopterên artêşa Artêşa Iraqê li rojavayê Enbarê tonelek di navbera Iraq û Sûriyê de ku ji aliyê çekdaran ve dihat bikaranîn û derbasî Sûriyê dibûn, têk bir. + +Çavkaniyek ji Artêşa Iraqê got ku dirêjbûna toneklê 3.5 km bû, piştî ku helîkopterek ji artêşê cihê wê tonelê destnîşan kir, rasterast ew û xaniyekî din ji axê li nêzîk tonelê têk birin. + +Her du aliyên şer li Sûriyê hevdû gunehbar dikin bi wergirtina alîkarî û piştevaniyê ji welatên derve. + +Rêjîma Sûriyê dibêje ku opozîsyon piştgiriya Erebistana Siûdî û Qeterê werdigire û opozîsyon jî dibêje ku rejîm alîkarî û piştgiriyê ji Rûsya û Îran werdigre ligel hevkariya Hizbullahê Libnanê û lîwaya Ebû el-Fedil el-Ebbas ya iraqî ku li kêleka rejîma Sûriyê şerê Artêşa Azad dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê desteya kargirî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mele Bextiyar ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dixwest avahiya polîtburoya YNKê li Silêmaniyê biteqîne. + +Mele Bextiyar di korek giştî de behsa metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê kir û got: ";DAÎŞê dixwest di rêya loriyeke bombekirî re baregeha polîtburoya YNKê li Silêmaniyê biteqîne."; + +Herwiha Mele Bextiyar aşkere kir ku li gorî zaniyariyên dezgehên ewlekariyê li Iraqê ";Hejmara endamên DAÎŞê li Iraqê 25 hezar kese, ev rêxistin gefeke li ser Iraqê û pêwîste Herêma Kurdistanê jî heydarê."; + +Ji aliyekî din ve û li gor nûçeyeke PUKmedia, berpirsekî ewlekarî aşkere jî kir ku berî niha emîrê wê grûpa ku dixwesr baregeha YNKê biteqîne berî niha li Silêmaniyê hatibp girtin ";Li gorî itîrafatên wî emîrî armanaca wan ne tenê baregeha polîtbûroya YNKê li Silêmaniyê bû lê wan dixwest êrîşî avahiya asayişa Silêmaniyê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û li şûna wergirtina wezareta navxwe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pakêteke nû pêşkêşî Tevgera Gorranê kiriye. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pakêta nû ya PDKê bo Gorranê ji van postan pêk tê: + +Wekîlê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, alîkarî Serokê Herêma Kurdistanê bo kar û barên leşkerî û rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê. + +Her li gorî zaniyariyên Rûdawê, heta niha Tevgera Gorranê ev pakêta nû red nekiriye, lê ji aliyê din ve bi awayekî fermî bersiva PDKê li ser vê pakêtê jî nedaye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di 12ê adara sala 2004an de bi dehê hezaran xwepêşanderên Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daketin cade û kolanên bajêr, lê ew rastî guleyên hêzên ewlekariya Sûriyê hatine û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, herwiha bi sedan kes birîndarbûn û bi hezaran hatin girtin. + +Her sal gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12ê Adarê û kesên ku di encam de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. + +Koçber serhildana 12ê Adarê ku li bajarê Qamişlo destpêkir û pişt re xwepêşandan li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û herwiha li taxên Kurdan li Heleb û Şamê belav bûn, tênin bîra xwe. + +koçberên Rojava yên ku li kampên başûrê kurdistanê de dimînin, dibêjin ku serhildana 12ê adarê û kesên ku jiyana xwe ji dest dan, jibîr nakin. + +Serhildana 12ê adarê ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve, bi tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jinek û çend zarok hebûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Li bajarê Hewlêrê jineke temen 22 salî di mala birayê wê de hat kuştin. + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdilkerîm derbarê vê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro, 12.03.2014, demjimêr 8:30ê êvarî bi dema Hewlêrê, zaniyarî gihîştine me ku bûyereke kuştinê li taxa Şehîdên Sêtaqan li Hewlêrên çêbûye."; + +Herwiha Karwan Ebdilkerîm got: ";Pişît ku hêzên polîs gihîştine cihê bûyerê, aşkere bû ku jineke temen 22 salî bi navê (G.N.M) bi çar guleyan hatiye gulebaran kirin û jiyana xwe jidest dabû."; + +Rîveberê ragihandina polîsên Hewlêrê amaje kir ku termê (G.N.M) li mala birayê wê hatiye dîtin û şûna çar guleyan di laşê wê de xuyabû. + +Herwiha aşkere kir ku wê jinê proseya hevjîniyê pêk anîbû û mala wê ne li Hewlêrê bû û ";Termê wê ji bo pizîşkê dadwerî hat şandin."; + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Dêrsîm du roj û du şev e ji bo Berkîn Elvan tevlihev bûye. Bûyer û aloziyên ku roja sêşemê derketibûn, duh bi şev jî bi germ û gurrî berdewam dike. + +Di dema bûyerên ku di navbera xwepêşander û polîsan de qewimîn de polîs bi navê Ahmet Kuçuktag ji ber zêdebûna gaza firmiskrêj qeyrana dil derbas kir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Serbijîşkê nexweşxaneya dewletê ya Dêrsîmê daxuyand ku digel hewldana bijîşkan a 3 saetî, lê wan nikarîbûne polîsê navborî rizgar bikin. + +Hat diyarkirin ku bi awayekî misoger sedema mirina polîsê jiyana xwe ji dest da, dê piştî otopsiyê zelal bibe. + +Berkîn Elvan bi qalikê bombeya gazê ya polîsan birîndar bibû û piştî 269 rojan di komayê de ma û roja sêşemê serê sibê jiyana xwe ji dest da. + +Bi bihîstina mirina wî re li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Yek ji cihê ku bi bihîstina mirina Berkîn Elvan re bi xwepêşandan û çalakiyan aloz bûye Dêrsîm e. + +Duh bi şev jî li navenda Dêrsîmê girseya ku li kolana Hunerê dest bi çalakiyê kir heta Meydana Seyîd Riza meşiya ji vir jî çûn ajotin ser ";Qereqola Polîsan a Şehîd Nahît";. + +Piştî çalakvanan kevir û fîşengên hewayî li qereqol û wesayîtên zirpoş wer kirin, polîsan jî bi ava şidiyayî û bombeyên gazê mudaxeleyê xwepêşanderan kir. + +Alozî û bûyerên ku bi taybetî li ser kolana Cûmhûriyetê û li kolan û kuçeyên derdorê gurtir bûn, ta derengiya şevê berdewam kir. + + + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, duh alozî di navbera şervanên YPGê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê derket. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, alozî li nêzîk Nanpêja Rojava ya Qamişlo ku di destê çekdarên alîgirên rejîmê yên girêdayî Mihemed el-Faris de ye derket û di encam de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest da. + +Sedemên derketina wê aloziyê heta niha nediyarin, lê ew alozî piştî rojekê ji teqîna avahiya şaredariya Qamişlo ya PYDê tê ku di encam de 9 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, di aloziyê de ku heta derengiya şevê berdewam bû, şervanên YPGê û çekdarên alîgirên rejîmê çekên giran li dijî hev bi kar anîn. + +Heta niha sedema sereke ya wî şerî nediyare, lê tê gotin ku YPGê xwestiye Nanpêja Rojava ji destê çekdaran derxîne û têxe bin kontrola xwe. + +Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye, di bin kontrola rejîmê de ye, lê belê YPGê li taxên Kurdan, çekdarên alîgirên rejîmê li taxên Ereban û çekdarên suryanî li taxên Xristyanan belav dibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Yekîtiya Ewropa (YE) kir ku alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin bike. + +Nêçîrvan Barzanî duh pêşwaziya şandeke YEyê kir ku ji komsyara bilind a YEyê ji bo alîkariyên navdewletî û mirovî Cristalina Georgieva û balyoza YEyê li Iraqê pêk dihat. + +Şanda YEyê sedema serdana xwe da xuyakirin ku ew jî ji bo ji nêzîk de agehdarî rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Başûrê Kurdistan û Iraqê bibin. + +Şanda YEyê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi hawara koçberan de çûye û alîkariya wan dike. + +Herwiha tekîd kir ku YEyê wê hewl bide ku koçberên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê sûd ji wan alîkariyan werbigirin ku ji aliyê civaka navdewletî ve ji penabrên Sûriyê re tên pêşkêşkirin. + +Li hembe vê yekê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor karînên xwe wê li ser alîkarîkirina koçberan berdewam bibe. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji YEyê kir ku zêdetir alîkariya koçberan bikin. + +Amed (Rûdaw)- Li navçeyên Rezan û Sûrê yên bajarê Amedê bi tevlêbûna sedan kes agirê Newrozê geş bû. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, rêxistina Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) li taxa 5ê Nîsanê ya navçeya Rezan di çarçoveya pîrozbahiya cejna Newrozê de agirê Newrozê geş kir. + +Di çalakiyê de di sedan kes li hev kom bûn di nave de parlamentera BDPê ya Amedê Nursel Aydogan, namzetên hevserokatiya Şaredariya Rezan Eşref Guler û Birsen Kaya Aka hebûn. + +Şahiya Newrozê li taxa 5ê Nîsanê bi govend û stranan bi dawî bû. + +Herwiha li taxa Hasirli ya navçeya Sûrê ya Amadê jî gelek hemwelatî li ber Komeleya Welatiyên Azad li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. + +Namzetên hevserokatiya Şaredariya Sûrê Fatma Şik Barut û Seyit Narin jî tevlî şahiyê bûn. Li vir jî pîrozbahî bi govend û stranan bi dawî bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê jineke omrekar a Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdiyê koça dawî kir. + +Rêveberê ragihandina wezareta ewqaf û karûbarên olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro pêncşemê omrekarek din a Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke mir. + +Ew omrekara 65 salî navê wê Hewrî Ebdullah Reşîd e û xelkê bajarokê Herîrê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku malbata wê jinê razî bûye ku cenazeyê wê li bajarê Mekke bi xakê bê spartin. + +Li gor heman daxuyaniyê, ev omrekara çarem a Başûrê Kurdistanê ye ku di mersîma omre de dimire. + +Neqişbendî diyar kir ku ji destpêka werzê more yê îsal de û heta niha zêdetirî 18 hezar kes ji Başûrê Kurdistabê di rêya balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê re qesta omreyê kirin. + +Çewlik (Rûdaw)- Encûmena Şaredariya Çewlikê qebûl nekir ku navên cade û kolanan bên kirin, lê tevî vê yekê nav hatin guhertin. + +Endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên encûmena Şaredariya Çewlikê ji bo guhertina navên deverên bajêr pêşniyarqanûnek dabûn encûmenê. + +li gor nûçeya DÎHAyê, di civîna taybet bi gotûbêjkirina wê pêşniyarqanûnê de endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pêşniyarqanûn boykot kirin û şaredarê Çewlikê yê ji Partiya Saadetê (SP) Sedat Atalay jî got ku ";Êdî yê nû bê hilbijartin wê lê binêre";. + +Tevî vê yekê jî, rêxistina BDPê ya Çewlikê li tax û cadeyan navên Beddîuzaman Saîdê Nursî, Şêx Saîd, Seyid Riza bi pankartan daliqandin. + +Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever got ";Hevalên me yên BDYê pêşniyarqanûn dan, lê mixabin ji aliyê AKP û SPê ve hat redkirin. Lewma bêy em li benda piştî hilbijartinan bin me navên ku me dixwestin li tax û caddeyan bi pankartan daliqand. Gelê me bi vê yekê pir kêfxweş e";. + +Navên nû yên tax û caddeyan wiha ne: + +-Navê qada birca saet bû Meydana Şêx Saîd + +-Navê Taxa Saray bû Şêx Abdullahê Melekan + +-Navê Taxa Nû bû Şêx Şerîf + +-Navê Taxa Yenîşehîr bû Seyid Riza + +-Navê Taxa Yeşîlyurt Cibranli bû Halît Bey + +-Navê Caddeya Fevzî bû Mezra Fakî + +-Navê Taxa Kaleonu bû Sîmanî + +-Navê Taxa Şehît Mustafa Gundogdu bû Zaza Yado + +-Navê cadeya Oguzhan bû Şêx Alî Palûyî + +-Navê cadeya Genç jî bû Beddîuzaman Saîdê Kurdî + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Tevgera Gorran di Parlamentoya Iraqê de aşkere kir ku heta niha bersiva Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê pêşnyarên Gorran de bi awayekî negihiştiye wan. + +PDKê pakêteke nû daye Tevgera Gorran ji bo ku dest ji posta wezîrê navxwe berde. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pakêta nû ya PDKê ji bo Gorranê ji van postan pêk tê: + +Wekîlê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, alîkarî serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî û rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê. + +Derbarê vê yekê de parlamenterê Gorranê Şoreş Hacî ji Rûdawê re ragihand ";Wek Tevgera Gorran me pêşnyar û sînaryoyên xwe dane PDKê û heta niha me bersiv bi awayekî fermî wernegirtiye";. + +Şoreş Hacî herwiha got ";Ji ber ku bersiveke fermî negihiştiye me, em nikarin li ser vê pirsê biaxifin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Di çarçoveya civîna xwe ya ligel şandeke Helebce de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Îro nîvro şandeke Helebce serdana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kir bi mebesta gotûbêjkirina awayê biparêzgehkirina Helebce. + +Şand ji qayimeqamê Helebce Goran Edhem, serokê Şaredariya Helebce û nûnerên aliyên siyasî û mamostayên olî pêk tê. + +Berî niha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexdayê nemîne û karên biparêzgehkirina Helebce destpêbike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Birîndareke din a teqîna ku roja sêşemê li nav avahiya şaredariya bajarê Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çêbûbû îro jiyana xwe ji dest da. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, birîndareke din a teqîna Qamişlo bi navê Rewşen Mihemed Zekî Sarîk a 19 salî ji ber giraniya birînên wê îro sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. + +Bi vê yekê jî hejmara kesên ku di teqîna avahiya şaredariya PYDê de li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan gihişte 10 kesan. + +Roj sêşemê piştî nîvro grûpeke çekdarên DAÎŞê êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî PYDê ye kirin û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest û nêzîkî 20 kesan birîndar bûn. + +Duh jî cenazeyên her 9 kesan bi merasîmekê bi amadebûna nûnerên PYDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê bi hezaran xelkê Qamişlo li goristana ";Şehîd Delîl Sarûxan"; li bajêr bi xakê hatin spartin. + +Alîgirên ENKSê û rêxistinên ciwnanan ku li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûbûn tevlî merasîmên bi xak spartina her neh kesan bûn û bi hev re çûne goristanê. + +Di merasîma bixakspartina her neh kesan de, gelek gotar ji aliyê malbatên wan û berpirsên kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, hatin xwendin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe mûçeya meha sibatê ji fermanberên xwe re peyda kiriye. + +Nêçîrvan Barzanî di kongreya rojnamevaniyê ya taybet bi îmzekirina biryara biparêzgehkirina Helebce de got ";Mûçeya fermanberan û jiyara hemwelatiyan wê nebe mijara gotûbêj û danûstandinên me ligel Bexdayê";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Ji bo mûçeya meha sibatê me pişta xwe bi xwe girêdaye û ji bo mûçeya adarê jî emê li benda Bexdayê nemînin";. + +Amed (Rûdaw) – Komîteya Amadekar a Newroza îsal a Amedê, navên mêvanên Newroza îsal a bajarê Amedê eşkere kir. Di nav mêvanan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heye lê tê gotin hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroza Amedê nehatiye vexwendin. + + Komîteya Amadekirina Newrozê derbarê bernameya roja 21ê Adarê Newroza Amedê de, li hotêa Lîlûzê ya Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîteya Amadekirina Newrozê û nûnerên rêxistinên sîvîl ên civakî tevlî civînê bûn. + +Li salona konferansê ya hotêlê, pankartên tirkî-kurdî yên "Newroz Pîroz be" û "Rêberiya azad, Kurdistana azad" hat daliqandin. Piştî taştê li ser navê Komîteya Amadekirina Newrozê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û balkişand ser berxwedana Geziyê û ciwanê bi navê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîs ve bi kapsûla bombeya gazê ji serê xwe de birîndar bibû û piştî 269 rojan di komayê de pêr jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. + +Zumrut anî ziman ku pêvajoya ku bi Newroza 2013'an destpêkir û dê bi Newroza 2014'an bigihêje fînalê. + + Piştî axaftina Zumrut, endamê Komîteya Amadekirina Newrozê û Berdevkî KESK'ê yê Berê Veysel Ozhektî daxuyanî da û diyar kir ku Newroz di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya cejna berxwedan û azadiyê û wiha got: "Gelê kurd hêza berxwedanê ji agirê Newrozê digire û gelê kurd di Newrozê de dest bi serdemek nû ya têkoşînê kir. Rêberê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin lê ji ber ku zagon û gavek demokratîk nehat avêtin pêvajo pêşve neçû."; + +Ozhektî, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye û wiha got: "Dê di Newroza 2014'an de daxwaza gelê me ya bingehîn azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî be û Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad be. Em weke hevparên KCD'ê ji bo yekitiya netewî bi rûhê berxwedan û azadiyê ji bo dîrokê ji nû ve binivisîne hemû gelê xwe vedixûnin Newroza Amedê." + +Kesên ku hatine vexwedin + +Kesên ku ji Rojava û Herêma Kurdistanê hatine hatine vexwedin wiha ne: Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asiya Ebdullah, Serokê Giştî yê Hizbî Zahmetkeşan Belên Ebdullah, Serokê Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, li ser navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih, Serokê berê Parlamentoya Kurdistanê Ersalan Bayîz, Serokê Giştî yê Hizbî Ayende ya Kurdistan Qadir Ezîz, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Rêxerê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, li ser navê Bizutinewey Îslami li Kurdistan Osman Ebdulezîz, Hevserokê Gişti yê PYD'ê Salih Muslîm, li ser navê YNK'ê hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed. + + Ji Ewropayê heta Afrîqayê seferberiya Newrozê + +Ji alîyê din ve jî dê mêvanên ku ji Ewropayê û Efrîqayê bê wiha ne: "Siyasetmedarên partiyên başurê kurdistanê û rewşenbîr û hûnermend. Wezîrên Katonên Rojava, BASK û Siyasetmedarên partiyên Katalonyayê ( AMAÎUR, GEROA BAÎ, Aralar), Ji Serokatiya Senatoya Bolîvyayê Şandeya Parlementeran ya ji 5 kesên pêktê, Şandeya Partiya Çep ya Ewrupa, Akademîsyênên ji Belçîka, Elmanya û Afriqaya Başur, Ji Îtalyayê rêveberiyên herêmî, Sendiqa, Saziyên sîvîl ên civakî, 5 şandeyên rojnamevanan, Rêxistinên Piştevanî û Dostanî ya Firansayê, Şandeyên Rêxistinên Jinan ên Ewrupa, Şandeyên Rêxistinên Ciwanan ên Ewrupa, Endamên Parlementoyên Ewrupa, Şaredar û Parlementerên Netewî û yê Eyaletan yên Ewrûpa, Hiqûqnasên Navnetewî û nûnerên rêxistinên rojnamevanan." + +Ji aliyekî din, li gorî medyaya Tirkiyê ku li ser zarê hevseroka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut hatiye ragihandin, hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroz Amedê nehatiye vexwendin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku bi fermî biryara biparêzgehbûna bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat îmzekirin, partî û aliyên siyasî û sivîl piştgiriya vê biryarê kirin. + +Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, li ser biparêzgehkirina Helebcê de ji Rûdawê re got, em piştevaniya vê biryarê dikin ji ber ku ev daxwaziyeke me jî bû, emê her dem pişta daxwaziyên xelkê Helebcê bigirin. + +Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û got, divê em deyinên Helebcê bidin, Helebce niha bûye wîjdana xelkê Kurdistanê û di cîhanê de nasnameya gelê Kurdistanê ye û şahideke zindî ye bo mezlûmbûna gelê kurd. + +Li gorî Êminkî, divê hîn zêdetir xizmeta xelkê Helebcê bê kirin û biryara biparêzgehkirina wî bajarî jî dê bibe destpêek bo zêdetir xizmetkirina xelkê wê deverê. + +Serokê Encumena Serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Reûf, jî biparêzgehkirina Helebcê ji Rûdawê re nirxand û got, em spasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin bo vê biryarê û hem hêvîdar in ev dilxweşiya xelkê Helebcê bidome û erkên me yên li hember Helebcê êdî girantir dibe. + +Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorranê Ako Heme Kerîm jî, helwesta tevgera xwe li ser biparêzgehkirina Helebcê ji Rûdawê re anî ziman û got, me her dem piştevaniya daxwaziyên xelkê Helebcê kiriye û em pişta biparêzgehkirina Helebcê jî dikin. + +Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm jî piştevaniya partiya xwe bo biparêzgehkirina Helebcê da xuyakirin û got, em hêvîdar in serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêyên qanûnî tevbigere da ku ev jî nebe pirsgirêk din di navbera Hewlêr û Bexdayê. + +Berdevkê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Ebdullah Wertê jî piştevaniya partiya xwe li hember vê biryarê nîşan da û got, em hêvîdar in hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê dernekeve. + +Kirmanşan (Rûdaw)- ";Nan Birincî"; diyariyeke navdear ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, şêrîniyek taybete ku bi gotina xelkê wê deverê her kesê ku bixwe ji bîr nake û her kes serdana Kirmanşanê bike û ";Nan Birincî"; ligel xwe nebe, wek ku serdana Kirmaşanê nekiriye. + +Dîroka ";Nan Birincî"; vedigere 150 salî berî niha, bi sedema ketina Kirmaşanê li ser Rêya Hevrîşimê, Kerbela û Necef, berdewam hatin û çûneke zêde lê heye, lewma xelkê wî bajarî hizra wê yekê kirin ku diyariyeke taybet bi xwe çêbikin ku di demeke kurt de têk neçe. + +";Nan Birincî"; ji ardê birinc, ardê genim, hêk, şekir û çend kerestên din pêk tê. Kesên ku ";Nan Birincî"; çêdikin, yasaya wan ya tabet û nenivîskî heye li ser çawaniya çêkirina vê sêrîniyê. + +Niha ";Nan Birincî"; navûdengeke wê yan mezin heye û bûye pênaseyeke bajêr ji aliyê geştiyaran ve, li bajarên din ên Îranê û hin bazarên Ewropa û Asyayî jî ew şêrînî tê firotin. + +Di heftemîn civîna giştî ya encûmena tomarkirinaberhemên meinewî li Êranê de, ";Nan Birincî"; wek berhemek netewî ya wî welatî hatiye tomar kirin. + +Herwiha berovajî corên din ên şêrîniyan, ";Nan Birincî"; nahêle xelk bi nexweşiyên şekir û dil bikeve, ji ber ku rêjeya şekir tê de gellek kêm e û bi sedema pêkhatina di nav de, ew rêjeya kêm ya şekir jî winda dibe. + +Eger mirov bixwaze ";Nan Birincî"; bixwe, pêwîste ligel wê avê li cem xwe deyne, eger wiha nebe wek ku Kirmanşanî dibêjin ";Eger ti bixwazî kesekî bixeniqînî Nan Birincî bê av bidê."; + + +Qamişlo (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ragihand ku wan 7 leşkerên rêjîmê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kuştin û 10ê din jî bi dîl girtine. + +Duh, 12.03.2014, li nêzîk Nanpêjiya Rojava ya Qamişlo ku di destê çekdarên alîgirên rejîmê yên girêdayî Mihemed el-Faris de ye, şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên alîgirên rêjîma Sûriyê de derketibû û di encam de şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest dabû. + +Îro, 13.03.2014, Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG'ê diyar kir ku şervanên wan duh danê êvarî operasyonek li dijî navendên rêjîmê û ";pêxwasên"; wê pêk anî de 7 leşkerên rêjîmê hatine kuştin û 10 jî bi dîl hatine girtin. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, hêzên wan avahiya gumrikê ya li Taxa Qudurbegê ku wekî bargeha leşkerî dihate bikaranîn, her wiha Nanpêjiya taxa Xerbî ku alîgirên rêjîmê wekî navend ji xwe re bikar dianîn û ji wir êrîşî welatiyan dikirin, hatine bidestxistin. + +Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê di dema operasyonê de rastî dewriyeyeke rêjîmê hatiye û şer û pevçûn derketiye û di encamê de hin leşker bi awayekî birîndarî hatine girtin. + +Herwiha YPGê aşkere kir ku şervanên wan di vê operasyonê de karîn dest danin ser 3 êlekên ji pola, 48 kelaşnîkof, 2 demançe, 11 tirimpêlên leşkerî û gellek çebilxaneyan."; + +Hêjayê gotinê ye ku berî niha YPGê di daxuyaniyekê de eagihandibû ku wan hemû karên xwe yên leşkerî û operasyonên xwe li Rojavayê Kurdistanê û seranserê Sûriyê rawestandine, lê ";Mafê me yê bersivdana li hember her gef û êrîşekê heye."; + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku Iraq +mîna şirîkekê li Herêma Kurdistanê nanêre lê gelê Kurdistanê rê nade mîna +pêvekekî were dîtin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya +şandeke brîtanî ku ji berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakûr ê +wezareta derve ya Brîtanya Edward Okden û balyoz û konsulê wî welatî li Iraq û +Herêma Kurdistanê kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Edward Okden di +civînê de diyar diyar kir ku London di wê baweriyê de ye ku divê hemû aliyên +Iraqê di rêvebirina welêt de beşdar bibin û nabe ti aliyek were piştguhxistin +ji ber ku ev yek faktora serekî ya aramiya Iraqê ye. + +Wî rayedarê wezareta derve ya Brîtanya her wiha fikarên xwe li hember +zêdebûna gefên terorîstî li ser Iraqê û deverê anî ziman û got, divê hemû +aliyek li dijî terorê û êrişên terorîstî bibin yek. + +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku binpêkirina destûrê ji aliyê +hikûmeta Iraqê ve bûye sedema wê ku wateya dewletbûnê li Iraqê nemîne û +xizmetguzarî û asayişa xelkê neyê dabînkirin. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku Iraqa nû li ser bingeha şirîkatiyê hatiye +avakirin lê Bexda vê yekê binpê dike û mîna şirîkekê li Herêma Kurdistanê +nanêre lê gelê Kurdistanê êdî rê nadin ku mîna pêvekekî li wan were mêzekirin. + + Normal + 0 + + + + + false + false + false + + EN-US + X-NONE + AR-SA + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + /* Style Definitions */ + table.MsoNormalTable + {mso-style-name:"Table Normal"; + mso-tstyle-rowband-size:0; + mso-tstyle-colband-size:0; + mso-style-noshow:yes; + mso-style-priority:99; + mso-style-parent:""; + mso-padding-alt:0in 5.4pt 0in 5.4pt; + mso-para-margin-top:0in; + mso-para-margin-right:0in; + mso-para-margin-bottom:8.0pt; + mso-para-margin-left:0in; + line-height:107%; + mso-pagination:widow-orphan; + font-size:11.0pt; + font-family:"Calibri","sans-serif"; + mso-ascii-font-family:Calibri; + mso-ascii-theme-font:minor-latin; + mso-hansi-font-family:Calibri; + mso-hansi-theme-font:minor-latin; + mso-bidi-font-family:Arial; + mso-bidi-theme-font:minor-bidi;} + + +Riha (Rûdaw) – Şandek ji Kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ";li ser daxwaza Enqerê"; û bi mebesta hevdîtinên ";fermî"; çû Tirkiyê. Hat gotin şanda Kobanî dê bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re jî bicive. + +Îro (13.03.2014) şandeke Kantona Kobanî ku 6 kesan pêk tê, ji deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Sirûca Rihayê re derbasî Bakûrê Kurdistanê bû û ji aliyê rayedarên bajar û berpirsên BDPê ve hat pêşwazîkirin. + +Şanda Kantona Kobanî ku ji berpirsê pêwendiyên derve yê Kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo, berpirsê alîkariyên mirovî Silêman Xelîl, seroka meclisa Kobanî Faîze Ebdî, serokê dîwana karûbarên gihandin û trfaîkê Hemze Mihemed, hevserokê dîwana dadê Nîhad Ehmed û serokê dîwana gumrik û karûbarên hundir Imer Mehdalî pêk dihat, destpêkê bi şaredarê Sirûcê re rûniştin û paşê bi qaymeqamê bajêr Ebdullah Çiftçî re civiyan. + +Îbrahîm Kurdo, li ser mebesta serdana şanda Kantona Kobanî ya Tirkiyê axivî û ragihand, ew li ser daxwaza fermî ya Tirkiyê û bo hevdîtinên fermî hatine Tirkiyê. + +Kurdo anî ziman ku ji deriyê sînorî yê Kobanî re bi fermî derbas bûne û wiha got: ";Ev tiştekî girîng e. Em bi mebesta xurtkirina pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re û çareserkirina pirsgirêkên xwe hatine Tirkiyê. Emê li ser vekirina deriyê Kobanî bo bazirganiyê û hinek mijarên din bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin."; + +Wî rayedarê Kantona Kobanî da zanîn, piştî hevdîtina bi waliyê Rihayê re dê li Enqerê bi rayedarên wezareta derve ya Tirkiyê re jî rûnên. + +Ormiye (Rûdaw) - Piştî ku hêzên Întizamî yên Îranê (hêzên polîs) li parêzgeha Ormiyê tabela û navên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan anîn xwarê, Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê nerazîbûn nîşan da. +Çend rojan berî niha tevî daxistina tabelayên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan li bajarê Ormiyê, xwediyên wan hatin agehdarkirin ku divê ew tabelayên bi zimanê Farsî yan jî Azerî bên nivîsandin, ji bilî vê yekê dê rastî ceza û hukmê dadê bên. +Navneda Kurmanc di daxuyaniyekê de ew kiryar bi êrîşa li ser mirovatiyê û karekî dagîrkerane li hember welatiyên Kurd daye zanîn. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dewleta Îranê tenê di dema hilbijartinan de Kurdan bi Îranî dizane û piştre weke ";cudaxwaz û xiyanetkar"; binav dike. +Daxuyaniya Navneda Kurmanc pirs dike, ew mafê ku dewletê bixwe daye çawa dibe Kurd lê bêpar bimînin û ew sozên rayedarên dewletê ji bo azadiya zimanên ji bilî Farsî çi pê hatin? +Navenda kurmanc daxwazê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dike ku wê pirsê bişopîne, ji ber ku her pêşhatek li pey wê kiryara hêzên Întizamî bê, berpirsatiya wê dikeve stûyê kesê yekem yê komara Îslamî Elî Xamneyî û Serokomar Hesen Rûhanî. +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, serokezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê hefteya bê serdana Tirkiyê bike û Serokwezîr û Wezîrê Derve yên wî welatî re hevdîtinê pêk bîne. +Jêderekî agahdar ji Rûdawê re got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja yekşema bê (16.03.2014) dê serdana bajarên Wanê yê Bakûrê Kurdistanê û Stenbolê yê Tirkiyê bike. +Li gorî agahiyên wî jêderî, Nêçîrvan Barzanî dê li Wanê bi Wezîrê Derve Ehmed Davûtogu û li Stenbolê jî bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtinê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku niha nêzîkî 250 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê, herwiha berî wan jî 220 hezar koçber ji bajarên Iraqê berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê, ji bilî 26 hezar malabatên Mesîhî ku ji bo parastina jiyana xwe reviyane Herêma Kurdistanê. + +Ev gotinên Barzanî di çarçoveya hevdîtinekê de hat ziman ku îro (13.03.2014) li Selahedînê, ligel Serokê Komîteya navdewletî ya Xaça Sor, Piter Maouir pêk hat. + +Serokê Herêma Kurdistanê di nav gotinên xwe de amaje kir ku hebûna penaberên zêde barekî giran xistiye ser milê Herêma Kurdistanê ";Lê me hevkariya wan bi erkê xwe yê mirovî û niştimanî zaniye."; + +Ji aliyê xwe Piter Maouir got: ";Ew hêsankarî û hevkariyên ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo encamdana çalakiyan tên pêşkêşkirin, bi taybetî serdana girtîgehan, em wek mînakeke pir baş didin zanîn û li ser vê yekê jî em destxoşiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin."; + +Navhatî amadeyiya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî anî ziman û ragihand, da her du alî hevdu temam bikin bi taybetî di warê bihevgihandina wan malbatên penaber ên ku bi sedema şer ji hev belav bûne û jihev dûrketine. + +Di himber de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew pêşwazî li pêşniyar û raspardeyên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dike ji bo rastkirina her kêmasiyeke ku hebe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm, ragihand ku wan biryar daye hemû aliyan bi taybet Tevgera Gorranê razî bikin ku beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibin. Parlamenterekî Gorranê li Parlamentoya Iraqê jî dibêje, heta niha PDKê bi fermî bersiva pêşniyarên Gorranê yên pêkanîna hikûmetê nedaye. + +Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm, roja 11ê vê mehê ji Rûdawê re gotibû, dê ";di nav 2 rojên bê"; de kabîneya nû ya hikûmetê were ragihandin. + +Îbrahîm, îro (13.03.2014) li ser wê daxuyaniya dîsa ji Rûdawê re axivî û got, tiştên ku min wê rojê gotibûn nêrîna PDKê li ser qonaxa pêkanîna hikûmetê ye çimkî li gorî me karûbarên pêkanîna hikûmetê gihîtiye dûmahîkê û tiştên ku mane tenê parvekirina post û meqaman e û divê di demek kurt de em encamên vê yekê bibînin. + +Berdevkê PDKê li ser pêşniyarên Tevgera Gorranê yên bo beşdarîkirina di hikûmetê de jî got, me hinek pêşniyar hazir kirine û em bawer dikin Gorran dê razî bibe. Me wisa hizir dikin ku Gorran dê razî bibe lê dîsa me biryar daye em hevalên Gorran û YNK û yên din razî bikin da ku hikûmetek niştimanî pêk îbnin ji ber ku vê yekê pir ajot. + +Li hember vê yekê, parlamenterê Gorranê li parlamentoya Iraqê Şoreş Hacî, ji Rûdawê re got, me pêşniyarên xwe dane PDKê lê heta niha wan bi fermî bersiva me nedane. + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê piştî şerekî giran di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û hêzên Artêşa Azad de li bajarokê Şiyûxê jorîn, duh bajarok bi temamî kete bin kontrola DAÎŞê. + +Ev çend rojên çekdarên DAÎŞê ya girêdayî rêxistina Qaîde ji navçeyên parêzgeha Reqayê yê di bin kontrola wan de êrîşî navçeyên I rojavayê Kobanî yên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê de dike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku li bajarokê Şiyûxê jorîn şer di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên opozîsyonê derket û di encam de ew bajarok bi temamî kete bin kontrola DAÎŞê. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku di wî şerî de bi dehan kes hatine kuştin û bi dehan birîndar jî hene. + +Li gor zanyariyên ku peymanêrê Rûdwê dane, bajarokê Şiyûxê Jêrîn hîn di bin kontrola hêzên Artêşa Azad de ye. + +Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Li başûrê herêma Kobanî jî, di encama şerê di navbera herdu aliyan de pira Qereqozaq a li ser çemê Firatê kete bin destê DAÎŞê. + +Herwiha hêzên Artêşa Azad ji navenda ceh û genim a li nêzkî bajarokê Sirînê vekşiyan û niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di wê navendê de ne û şer li dijî DAÎŞê berdewam dike. + +Herdu bajarokên Şiyûx û Sirîn ji aliyê rêveberî ve bi herêma Kobanî ve girêdayî ne, lê xelkê wan herdu bajarokan Ereb in + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmana Ermeniyên bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê dixweze kujerê Şeyda Hatemî were peydakirin. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyera Şeyda Hatemî de ku berî zêdetirî 2 heftiyan li odeya xwe ya razabê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye bi kuştî hat dîtin, derxist. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê daxwaz ji hikûmeta Îranê û berpirsên pêwendîdar li Urmiye kir ku dosyeya kuştina Şeyda bişopînin. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku belgeyên di dest wan de nîşan didin ku Şeyda hatiye kuştin û ji aliyê kî ve hatibe kuştin ew kes dibe radestî dadgehê were kirin. + +Encûmena Ermeniyên Selmasê hişyarî da û got ";Eger kujerê Şeydayê neyê dîtin, wê rêxweşker be ji bo ku xwîna xwendekarên din jî bi taybetî yên kêmneteweyan li tevahiya Îranê rastî gefê bê";. + +Piştî ku termê Şeyda Hatemî bi kuştî di xewgehê de hat dîtin, ji bo şermezarkirina vê bûyerê û şopandina dosyeya wê gelek caran xwendekarên Urmiye çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin û tê de daxwaz kirin kujerê Şeydayê were dîtin û cezakirin. + +Şeyda Hatemî roja 1/3/2014 di odeya xwe ya razanê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye kuştî hat dîtin. + +Şeyda Hatemî 24 salî bû û ji gundê Noyê yê devera Mirgeverê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ku di 27ê sibatê de êrîşî gundê Til Meirûf ê girêdayî nahiyeya Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû û gelek gundî girtibûn, 5 girtî berdan. + +Di 27ê meha sibatê ya borî de çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Til Meirûfê kirin û tevî şewitnadin û teqandina mezarê şêxên Xeznewiyan û malên gundiyan herwiha zêdetirî 10 gundiyên sivîl girtin û pişt re ji gundê vekişiyan. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, duh 5 girtiyên din ên Til Meirûf ku di destê çekdarên DAÎŞê de bûn serbest hatin berdan. + +Navên kesên hatine azadkirin evin: Şêxmûs Cumaa Silo, Salih Cumaa Silo, Xelîl Cumaa Silo, Rifhet Ferhan Xelo û Ferhad Nesredîn Xelo. + +Her li gor heman çavkaniyê, niha bi tenê 3 girtiyên Til Meirûfê di destê çekdarên DAÎŞê de mane. + +Gundê Til Meirûf li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve û di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dawiya meha borî şandeke rêxistina çavdêriya mafên mirovan (Human Rights Watch) serdana kantona Cizîrê kir, ku niha di bin desthilata PYDê de ye. + +Rawêjkarê taybet yê Rêxistinê Frêd Ebrahams, ku yek ji endamên vê şandê bû, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, hokara serdana rêxistina xwe ji bo vê navçeyê zelal kir û got: "Ev derfetek bû da ku em bûyeran li ser zemînê bibînin û herwiha wan ligel wan berpirsên baskên siyasî û leşkerî, ango yên PYDê û YPGê ku damezrandina desthilateke otonom re mijûl in bicivin. + +Şanda HRW ku tenê serdana kantona Cizîrê kir, behsa aliyên pozetîv û negativ yên seredana xwe kirin. + +Li gor Ebrahams, "aliyê pozetîv ewe ku rewşa asayişî li bakurê rojhilat gellekî baştir e ji beşên din ên Sûriyê." + +Frêd Ebrahams derbarê aliyê negatîv de jî got ku ji aliyê rewşa mafên mirovan ve wan têbînî li ser çend kêşeyan kirine: "Yek ji kêşeyên PYDê gavavêtina ji grûpên leşkerî û serpêçî bo çarçoveyeke hukimdariyê ye ku nûneriya hemû welatiyan bike. + +Ev jî wateya wê rêzgirtin e ji bîr û nêrîna cuda re û rêdana çalakiya siyasî û medyayî ye." Ebraham dibêje ku "hêj azadî ji bo kar û çalakiya siyasî nîne." + +Derbarê hebûna girtiyên siyasî di bin desthilata PYDê de, Ebrahams got: "Li navçeya Cizîrê ti raporta me li ser hebûna girtiyên siyasî nine, ku ev jî tiştekî baş e, lê hinek nîşan hene ku dibe zindaniyên siyasî li Efrînê hebin." + +Lê, nûnerê Partiya Demokrata kurd el-Partî li herêma Kurdistanê, Seîd Omer ji Rûdawê re got ku girtiyên siyasî li deverên Cezîrê hene û weke nimûne navê Amîr Hamid ji dirbêsiyê, Cemîl Omer ji Qamişlo û Behzad Dorsin ji Dêrikê diyar kirin û tekez kir ku li Efrînê jî hevalên partiya wan û partiya azadî girtî ne. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got ku tevî ti hevalên partiya wan girtî tune ner, lê girtiyên siyasî li deverên jêr kontrola Rêveberiyên PYDê hene. + +Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Azadî ya Kurd, Mustefa Cuma ji Rûdawê re tekez kir ku 6 endamên partiya wan û 3ê endamên el-Partî hîn li herêma Efrînê di zîndanên asayişa ser bi PYDê de ne. + +Rawêjkarê Human Rights Watch behsa kêşeyeke din jî kir, ew jî hebûna zarokên di bin temenê 18 saliyê de di nav hêzên YPGê de: "Tevî ku bi biryara Qendîlê ev qedexe bû, lê hêj zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di nav vê hêzê de hene." + + +Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo dermankirinê tên beşeke teybet tê damezirandin. + +Têkiliyê Bakur û Başûrê Kurdistanê piştî bazirganî û perwerdeyê di warê tendirûstiyê de jî pêşvediçin. + +Gelek Nexweşên Başûrê Kurdistanê ji ber derfetên Bakurê Kurdistanê sûd werbigrin û werin dermankirin di salên dawî de berê xwe didin Amedê. + +Ji ber vê yekê jî rêveberiya Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê ev rewş berçav girt û biryar da ku nûnertiyekê li Başurê Kurdistanê li Hewlêrê bide vekirin. + +Di vê derbarê de Serbijişkê Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê, Profesor Saîd Alan ji Rûdawê re got: ";Derfetên Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê li gorî derfetên nexweşxaneyên Rojhilatanavîn gelek pêşveçûye û operasyonên dil jî bi awayek serjeftî têne kirin. Bi piranî jî nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê têne Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê ji ber sedemên wekî êşa dil û penceşêrê têne."; + +Qamişlo (Rûdaw)- Asayişa PYDê çalakiyên bîranîna salvegera roja jidayik bûna Mele Mistefa Barzanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qedexekirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo da zanîn ku şanoya ku biryarbû Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro demjimêr 2:00 bi dema Qamişlo, salvegera jidayikbûna Mele Mistefa li ser lidar bicxe, ji aliyê asayişê ve hat têk dan. + +Peyamnêrê Rûdawê da zanîn jî ku hêzên asayişê dest danîn li ser mobîl û alavên wêngirtinê ji xelkên li cihê merasîmê, û xelk ji wir dûrxistin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Di yekemîn seredana xwe de bo welatên derve, şandeke rêveberiya demkî ya Kantona Kobanî, di deriyê sînorî yê di navbera herêma Kobanî û Tirkiyê de, bi seredaneke fermî derbasî Tirkiyê bû, berpirsê komîteya peywendiyên derve û serokê şanda rêveberiya demkî bo welatê Tirkiyê, Ibrahîm Kurdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ew bi vexwendineke fermî ji hikûmeta Tirkiyê vê serdanê pêk tînin. + +Herwiha Ibrahîm Kurdo got: ";Cîranê me welatê Tirkiyê em vexwendin welatê xwe, em dikin herin wir, ya dudiyan jî, em dikin mijara deriyê sînorî bi wan re gotûbêj bikin. Hikûmeta kantona Kobanî bi rengekî fermî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye vexwendin. Mijara girîng di programa seredana me de, mijara deriyê sînorî ye, em dixwazin ev derî hîn fereh bibe, ango ji bo çûn û hatina milet."; + +Mijarên sereke ku wê di navbera şanda rêveberiya demkî û berpirsên hikûmeta Tirkiyê de werin gotûbêj kirin, wê di warên bazirganî û tenduristî û hawarçûnê de û ji bo avêtina gavên dîtir di fermîkirina deriyê sînorî de bin, û asta berpirsên hikûmeta Tirkiyê ku wê şanda rêveberiya demkî li gel wan bicive, wê di rojên pêş de were diyar kirin. + +Di vê derbarê de Serokê Encûmena Cîbicîkirina Kantona Kobanî wiha da zanîn: ";Asta danûstendinan bi biraderên Tirkiyê re, li wî alî wê were diyar kirin, di hesabê hevalên me yên di şandê de, ku ji kîjan alî ji wan were xwestin, wê danûstendin berdewam bike, lê li gor texmîna me, wê biçin Urfa û Amedê û dibe ku biçin Enqerayê jî, ango şanda me amedeye ku bi hemî astan re bide û bistîne."; + +Li gorî zaniyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî derbasbûna şanda rêveberiya demkî bo welatê Tirkiyê, ew li gel şarederiya qeza Sirûcê û waliyê Urfayê civiyabû, û pişt re, şanda kantona Kobanî berê xwe dide paytexta welatê Tirkiyê Enqerayê. + +Ji roja damezrandin rêveberiya demkî de li kantona Kobanî, ev yekemîn care ku komîteya peywendiyên derve ya rêveberiyê bi rengekî fermî seredana welatê Tirkiyê dike û wê li gel berpirsên tirk bicive. + + +Riha (Rûdaw) – Hat zanîn, welatiyekî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê hêzên tirk ve hatiye kuştin. +Welatiyê bi navê Eladînê Qewaz, ku xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bû, şeva borî dema dixwest derbasî bajarê Sirûcê yê Rihayê be û here mala xizmên xwe, li ser sînor rastî êrişa hêzên tirk hat. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de Eladîn bi giranî birîndar bû û di ciha de jiyana xwe ji dest da. +Hat zanîn, cenazê wî derbasî Kobanî hatiye kirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Cemxaneya Dêrsîmê ji bo Berkîn Elvan ê ku piştî komayek dirêj sê roj berê jiyana xwe ji dest da, xêra miriyan hat belavkirin. Pîrê Cemxaneya Dêrsîmê Alî Ekber Yûrt bêyî ku nav bide rexne li hikûmeta Tirkiyê girt. Yûrt, got: "Me herî dawî şitleke xwe ya nûciwan, zarokekî xwe winda kir, lê hê jî bi sersaxiyekê jî dilêşiya me nayê parvekirin." +Bi beşdariya nûnerên partî û nûnerên civaka sivîl, li Cemxaneya Dêrsîmê ji bo Berkîn Elvan gulbang hatin xwendin, find hatin vêxistin û xwarina xêra miriyan li amadebûyiyan hat belavkirin. Wêneyê mezin ê Elvan û kesên ku di bûyerên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi Cemxaneyê ve hatin hilawestin. Herwiha li dora wêneyên Berkîn Elvan qurnefîl hat danîn û find hatin vêxistin. +Pîrê Cemxaneyê Alî Ekber Yûrt ji ber ti rayedarek hikûmetê hê sersaxî ji malbata Elvan nexwastiye rexne kir û wiha pê de çû: " Me canên xwe wenda kirin, dil û kezeba me şewitî. Ji bo dilşewatî û kezebşewatiyan sersaxî tê xwastin. Sersaxî kêm be jî hinek be jî avê li şewata nav hinavên mirov wer dike. Me ev yek nebihîst, lewra hê bêhtir agir bi navûdilê me ket." +Yûrt, got ku ew wek pîrek Elewiyan her tim hewl daye cûdahî nekeve navbera Kurd-Tirk, Elewî-Sunî, çepgir-rastgiran û pevçûn neqewimin. Yûrt, derbirî ku ji bo çareseriya girift û kêşeyan ew her dem alîgirê diyalogê ne. + +Pîrê Cemxaneya Dêrsîmê Alî Ekber Yûrt wiha berdewam kir: "Heta niha daxwazeke me ya cidî nehatiye bicihanîn. Em li ber xwe ketin û xemgîn bûn. Rast e, hinek gav hatin avêştin. Lê gelek daxwazên me yên girîng nehatin cîbicîkirin. Her tim bendewarî û hêviya me hebû ku dê daxwazên me pêk bên. Hem daxwazên me yên girîng nehatin qebûlkirin, hem jî bi ser de jî em rastî neheqiyên mezintir hatin. + +Me herî dawî şitleke xwe ya nûciwan, zarokekî xwe winda kir, lê hê jî bi sersaxiyekê dilêşiya me nayê parvekirin. Dilêşiya me parve bikin da ku êş nemînin. Nexwe dê êş li ser hev bar bibin û rewş pir xirabtir bibe. " +Herwiha Yûrt destnîşan kir ku sebir û tebat her kesî ne di asta hev de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez her dem dibêjim ev keştî ya me hemûyan e; ger ev keştî kun bibe her kes pê re noqî bin avê dibe. Divê em rewşa Sûriye, Iraq, Lîbyayê li ber çav bigirin û ji bîr nekin." +Yek ji pîrê din Kadîr Bûlût jî axivî û got: "Xweda di Quran a pîroz de diferme ku kesek mirovek bikuje, mîna ku tevahiya mirovahiyê bikuje. Kujerê/a mirovek bêguneh, kujerê/a hemû mirovahî û dinyayê ye." +Piştî axaftinan li ber peykera Pîr Siltan Evdal a li hewşa Cemxaneyê find hatin pêxistin û piştre xwarina/loqmeya miriyan hat belavkirin. + + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li Dêrsîmê kedkarên tenduristiyê bi boneya 14ê Adarê Cejna Bijîşkiyê girev kirin û rojekê neçûn ser karên xwe. + +Xwepêşandana kedkaran a li ser Kolana Cûmhûriyetê li ber avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrsîmê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê bi dawî bû. Xwepêşanderan nanên ji bo Berkîn Elvan hilgirtibûn danîn ber Bîrdariya Mafên Mirovan. + +Li ber gerînendeya navborî, li ser navê kedkaran Serokê Şaxa Dêrsîmê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) Dr. Azad Gundercî daxuyand. + +Gundercî got ku ew dizanin ku divê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: ";Wekî em hemû dizanin li ser vê axê bi salan zarok mirin û hatin kuştin. Lê belê ev yek her tim hat bincilkirin û deng ji kesî derneket. Ger hingê em li hemberî mirin û kuştina wan zarokan bêdeng nemanê, dibe ku niha Berkîn Elvan li jiyanê bû";. + +Dr. Azad Gundercî diyar kir ku di nava rewşa heyî de ew nikarin cejna xwe pîroz bikin û got ";Li her derê gendelî û bêhna rizyayî û bertîl difûre. Li aliyê din zarokê me yê ku di encama êrîşa polîs de ji serê xwe birîndar bû û mir, agir berda dilê me. Her wekî Ceylanên ku bi saroxan bedena wê parçebûyî, Ûgûrên ku bi gulleyan hatin kuştin, zarokên Roboskê yên hatin bombebarankirin û çendîn hevalên wan ên lîstikan; niha jî Berkîn Elvan dil û hinavên me şewitand";. + +Gundercî anî zimên ku êdî li Tirkiyê kes nikare bi hêsanî şîn û şîwenê jî girê bide. + +Serokê SESa Dêrsîmê diyar kir ku xizmetguzariya tenduristiyê bê ferq û cûdahî, mafê her kesek e. + +Gundercî got ku ew li dijî hemû cureyên tundî û kuştinan in û wiha berdewam kir: ";Li gorî me mafê xwepêşanderan e ku ji xizmetguzariya tenduristiyê sûd werbigire. Ji ber em di warê tenduristiyê de alîkariya tenduristî didin xwepêşanderan, em tên tawanbarkirin. Xebatkarên tenduristiyê yên erk û peywira xwe bi cih tînin; yan tên girtin, yan jî cezayên pereyî ku nikarin ji bin rabin lê tê birîn";. + +Kedkaran diyar kirin ku dê bi hemwelatiyan re têkoşîna wan bidomin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bicive. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê saet 19.30 bi dema Tirkiyê li Enqereyê ligel Erdogan bicive. + +Herwiha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê îro saet 15.00 wê Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu bi hev re bicivin. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu derbarê civîna navbera wî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de got ";Emê li ser têkiliyên aborî û bazirganiyê biaxifin";. + +Di çarçoveya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakurê Kurdistanê de, wê parêzgarên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin. + +Hevdîtina her du aliyan wê bêhtir li ser meseleyên gumrikê û bazirganiyê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê. + +Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re berî bîstekê bi balafirê gihiştine balafirgeha Wanê û ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berpirsên herêmê ve hatin pêşwazîkirin. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro saet 9ê sibehê bi dema Hewlêrê ber bi rê ket. + +Ergoşî diyar kir ku di vê serdanê de wezîrê avakirinê yê Herêma Kurdistanê Kameran Ehmed, serokê desteya weberhênanê, berdevkê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih pêk tê. + +Ergoşî herwiha got ku şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li bajarê Wanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û hejmarek berpirsên din û karsazan bicive. + +Derbarê naveroka civînên li Wanê de, Samî Ergoşî got ";Di civînê de wê pirsa bihêzkirina têkiliyên bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, bi taybet vekirina deriyekî sînor navbera heru aliyan wê bên goûbêjkitin";. + +Piştî civîna li Wanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û wezîrê avakirnê Kameran Ehmed û şanda ligel wan dê biçin Enqere û li wir bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicivin. + +Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê civînê de jî got ku wê têkiliyên dualî û pirsên avbrî û bazirganiyê, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê 2 çalakvanên Kurd girtin. Asyaişa PYDê li Çilaxa jî dibêje ewê îro wan azad bikin. + +Duh sekreterê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê (YXCDK) ya girêdayî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Dr. Hejar Hesen û endamê şaxê yekîtiyê li herêma Aliyan Hozan Şelal li bajarokê Çilaxa ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Berpirsê têkiliyên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) li Başûrê Kurdistanê Saîd Omer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku YXCDKê çalakiyek bi boneya salvegera jidayikbûnba Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa li dar xistin û ";ji ber vê yekê hatin girtin";. + +Omer diyar kir ku ";asyaişa PYDê bi hênceta ku yekîtiyê ruxset û moleta lidarxistina wê çalakiyê nestandine ew du çalakvan girtin";. + +Omer tevî şmerezakirina girtina her du çalakvanan got ";Ev karê ku asayişa PYDê kiriye xizmeta gelê Kurd û yekrêziya Kurdan nake";. + +Derbarê bûyerê de, endamekî asayişa PYDê li bajarokê Çilaxa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Li gor fermana wezîrê navxwe yê kantona Cezîrê, her kesê ku bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe divê ruxseta asayişê werbigire";. + +Wî endamî herwiha got ";Berî ku çalakiya salvegera jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa destpêbike, me ji serpereştyarên çalakiyê xwest ku werin moletê werbigirin ji bo em ewlekariya wan biparêzin, lê wan ev yek red kir";. + +Heman endamê asayişa PYDê li Çilaxa ji Rûdawê ragihand ku ewê îro her du çalakvanan azad bikin û got ";Divê her kesê bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe ruxseta asayişê werbigire û armanca vê yekê bi tenê ewe ku em ewlekariya wan biparzêin";. + +Berpirsê têkiliyên el-Partî li Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku her du çalakvan herî zû bên berdan û got ";Alîgirên rejîma Beşar Esed li bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Kurdan e, bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe li dar dixin, ji ber çi asayişa PYDê wan jî bi hênceta ku molet wernegitine nagire?";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berpirsên herêmê civiya. + +Piştî civînê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin. + +Di kongreyê de, destpêkê Davutoglu axifî û keyfxweşiya xwe bi serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Wanê anî ziman. + +Davutoglu bal kişand ku di civînê de ew li ser pirsên aborî û vekirina deriyê sînorî û herwiha rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyên axifîn. + +Davutoglu herwiha li ser pêşvebirina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de tekîd kir û got ku ew dixwazin ev têkilî hîn zêdetir pêşve biçin. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir ku bazirganiya navbera her du aliyan de gelek başe û par 12 milyar dolar bû û got ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê deriyeke û di rêya wê re xwe digihîne navçeyên din ên Iraqê. + +Ahmed Davutoglu tekîd kir ku civîna wan ya îro li Wanê gelek erênî û emelî bû û got ku wan biryar daye 5 deriyên din ên sînorî ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û herwiha wê deriyê Îbrahîm Xelîl jî bê berferehkirin. + +Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe bi serdana bajarê Wanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê wezîrê derve Ahmed Davutoglu anî ziman û got ";Ev cara yekê ye ez serdana bajarê Wanê dikim, ev bajarê ku xelkê wê di dema borî de gelek alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê kiriye, ez ji dil de spasiya wan dikim";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di van çend salên borî de têkiliyên di navebra Herêma Kurdistan û Tirkiyê de pêşve çûne û got ku derfet heye ev têkilî berferehtir bibin. + +Derbarê vekirina deriyên sînorî û berferehkirina deriyê Îbrahîm Xelîl de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ev biryar a herî girîng e û got ";Em hêvîdarin ku ev yek ji bo tevahiya Iraqê pêşketineke baş be";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir û got ";Ev pêşkeftinên li Tirkiyê çêdibin berçavin, hêviya me ewe ku bi encam bigihin û aştiyeke mayînde pêk were";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin a çekdar û sivîlên alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed bi otombêlan Ii nava bajêr geriyan û piştgirya xwe ji bo Esed anîn ziman. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvor bi sedan çekdar û sivîlên alîgirên Esed bi zêdetirî 50 otombêlan li nav bajarê Qamişlo digeriyan û pştgiriya xwe ji Esed re anzîn ziman. + +Çekdar û alîgirên ku siwarî zêdetirî 50 otombêlan bûbûn, wêneyên Beşar Esed bilind dikirin û druşemên wek ";bi can bi xwîn em bi te re Beşar"; û ";Xweda Sûriyê Beşar û bes"; digotin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku xwepêşandan di bin parastina hêzên leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê de hat lidarxistin û ew hêz bi awayekî zêde û berçav li nav bajarê belav bûbûn. + +Di nava mehekê de ev cara duyem e ku alîgirên rejîmê li bajarê Qamişlo bi awayekî aşkere dadikevin cade û kolanan û piştgiriya xwe ji rejîmê û Esed re tînin ziman. +Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û jibilî taxa Ereban û navendên leşkerî û ewlekariyê yên hêzên rejîmê, piraniya taxên wê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên wê yên leşkerî û ewlekariyê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî carek din tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nakeve bin barê guvaşên Bexdayê û got ku ji vê yekê zêdetir ew qebûl nakin Bexda tekane hukum bike. + +Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu tevlî programeke televizyona TRTê ya fermî ya Tirkiyê bûn. + +Di bersiva pirsekê de derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî got ";Hikûmeta Herêma Kurdistanê her gavekê di warê petrolê de avêtibe di çarçoveya yasa û destûra Iraqê de bû û emê gavên wiha berdewam bavêjin";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Hikûmeta Iraqê bi xwe pirsgirêkan çêdike, ew bi awayekî xirab ligel Herêma Kurdistanê reftar dikin, lê divê ew piştrastbin ku Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de paşde venagere û dê gavên xwe yên berê avêtine berdewam bike";. + +Derbarê qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew karê Bexdayê kiriye li dinyayê tevî nayê dîtin. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Petrol û enerjiya me heye û em bi van Bexdayê tehdîd nakin, lê em guvaşên wan jî qebûl nakin";. +Ş +Amed (Rûdaw) – Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD) Racî Bîlîcî, li ser çêkirina rêya ku li ser sînorê navbera Başûr û Bakûr û li nêzîkî gundê Roboskiyê tê çêkirin, diyar kir ku ew ne li xêrê re tê çêkirin ji ber ku dewleta Tirkiyê bi wê rêyê dixwaze kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ji hev cuda bike. + ev demek e û bi taybet piştî ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê dest pê kir, dewleta Tirkiyê dest bi çêkirina rê û qereqolên mezin li ser sînorê navbera Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê kiriye. Yek ji van rêyan, ";rêya ewlehiyê"; ya li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakûr, ye. + +Şandek ji ÎHDê bi serokatiya Serokê Şaxa Amedê ya komeleyê Racî Bîlîcî çû herêmê û ji nêzîk ve rewş şopand. Bîlîcî, piştî dîtina deverê diyar kir li herêmê rageşî berdewam dike û gundiyên ku di dema rageşiyan de birîndar bibûn, bibîranî û wiha got: "Gundiyê ku birîndar bû hêj jî cîddîyeta xwe diparêze. Leşkeran li gundiyên Roboskiyê guleyan direşîne." + +Bîlîcî anî ziman ku Walî û Fermendarê leşkerî gefan li welatiyên Roboskiyê dixwin û wiha got: "Ji komkujiya Roboskiyê heta niha rewş bi vî awayî ye. Herî dawî çêkirina rê hat rojevê. Ji ber vê yekê teqînek rûda. leşkerekî jiyana xwe ji dest da." + +Racî Bîlîcî diyar kir ku gelê herêmê di nava fikar û tirsê de ye û ji ber wê yekê ji wan xwestine ku serdana herêmê bikin û wan jî li ser vê daxwazê biryara serdanê girtine û wiha got: "Xwestin em bûyerê ji nû ve lêkolîn bikin. Em berê jî çûbûn." + +Serokê şaxa Amedê ya ÎHDê, her wiha ragihand ku herêm ji aliyê leşkeran ve bi têlan hatiye dorpêçkirin û di roja 8'ê Adarê de li hemberî tiştên ku li herêmê dîtine mat mane û got ku artêşa Tirkiyê di navbera Roboskiyan û herêmên ku PKK' lê heye de rêyên mezin çêkirine û navê rêyê jî kirine "rêya ewlehiyê" û wiha got: "Ev rê bi temamî ji bo armancên cûda hatiye çêkirin. Ew qas zehmet û maliyeta ku danê vê rê ne ji xêrê re ye."; + +Bîlîcî diyar kir ku gundiyan gotiye malîyeta projeyên çêkirina vê rêkê 19.5 tirîlyon lîre ye û destnîşan kir ku ev rê tenê li Roboskiyê nayê çêkirin û wiha got: "Rê dê tenê bi vê yekê nemîne li girê Spî destpê dike heta çiyayê Cûdî ji çiyayê Cudî heta sînorê Suriyê diçe û bi heman awayê jî li ser biçe sînorê Îranê." + +Racî Bîlîcî çavdêriyên xwe yên ser rê vegot: "Rê carnan dikeve sînorê Bakûrê Kurdistanê carnan jî dikeve Başûrê Kurdistanê, ji bo çêkirina rê kîjan alî guncaw be dê rê li wî aliyî de bê çêkirin. Rê ji bo armancên berfireh tê çêkirin. Armanca serekî ya vê vê rêkê kurdan ji hevdû biqetînin. Bi vê rêkê dê tekiliyên kurdan bi tevahî ji hev qut bikin. Dê bi vê rêkê bazirganiya ser sînoran qut bikin. Li gorî agahiyên ku me girtine dê li her hezar metreyî de zêrevaniyekê çêbikin û têlan daynin. Herdem amûrên leşkerî li herêmê biçin û bên. ev rê ji bo armancek din nayê çêkirin. Ev rêya ku sed sale nehatiye danîn çima di pêvajoya aştiyê de tê danîn, ev rê rêya xêrê nîne. Ger çêkirina rê berdewam bikin dê pêvajo bikeve xeteriyê. Li gorî me ev rê rêya dînamîtan dixe bin pêvajoya aştiyê. Ger di vê rê de israr bikn em bifikar û tirs in ku ev pêvajoyê bikeve xeteriyê." + +Bîlîcî diyar kir ku ew herêma ku rê lê tê çêkirin hemû kes dizanê ji aliyê PKK'ê ve tê kontrolkirin ev rastiyeke û wiha got: "Di vê pêvajoyê de nêzîkatiyê bi vî rengî xetere. Di rewşek wisa de nêzîkatiyek wiha sabote ye. Xeteriyek mezine. Ev rê dê bibe sedema rageşiyan. di vê Dewlet dest ji vê helwestê berde û pereyê dane vê rêyê ji bo aştiyê xerc bikin. Van pereyan ji bo gelê herêmê bişînin fabrîkayan sazbikin ev yek dê tevkariya aştiyê bike. Dewlet bi salane polîtîkayên ewlehiyê dimeşîne ev polîtîkana encam nade. Ev rê riya xêrê nîne."; + +Şanda ÎHDê li ser sînor + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê re civiya. Di civînê de hat ragihandin, nabe heta qanûna bûdceya Iraqê were hemwarkirin, bûdce bikeve rojeva parlamentoyê. + +Piştî civîna Barzanî ya îro (15.03.2014) digel endamên kurd ên Parlamentoyê Iraqê ku li Pîrmama Hewlêrê hat lidarxistin, daxuyaniyek hat belavkirin. + +Li gorî daxuyaniyê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat belavkirin, di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha nakokiyên navbera her du aliyan hat axaftin. + +Yek ji mijarên civîna han, neşandina pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê bû ku ji aliyê beşdarên civînê ve wek gaveke neqanûnî hat nirxandin û hat gotin ku hikûmeta Iraqê debara xelkê tevlî meseleyên siyasî dike. + +Di beşek din a civîna Barzanî û parlamenterên kurd ên li Bexdayê, bûdceya Iraqê ya sala 2014an hat gotûbêjkirin û hat gotin ku heta qanûna bûdceyê neyê guhertin nabe bikeve bernameya karê parlamentoyê ji ber ku di bûdceya Iraqê de gellek xalên li dijî Herêma Kurdistanê tê heye. + +Li gorî qanûna bûdceya Iraqê ku heta niha nehatiye pesendkirin, eger Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol neşîne derve wê çaxê pişka bûdceya wê ya 17% jî nayê dayîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermangeha yasayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku biryara Herêma Kurdistanê ya derbarê biparêzgehkirina bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê yasayî û destûrî ye û ew biryar mafê Herêma Kurdistanê ye nek hikûmeta Iraqê. + +Rêveberê giştî yê wê fermangehê Sebah Bawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gor destûra Iraqê biryara biparêzgehkirinê ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin yasayî û destûrî ye. + +Bawî diyar kir ku li gor benda 110 a destûra Iraqê, hikûmeta Iraqê nikare ti fermanekê derbixe li derveyî desthilatên ku di wê bendê de jê re hatine diyarkirin. + +Sebah Bawî her wiha anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi xwe jî biryara biparêzgehkirina Helebce pesend kiriye, lewra pêwîst nake nerazîbûna xwe derbarê îmzekirina biryarê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bîne ziman. + +Roja pêncşema borî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ragihand, ji ber ku hikûmeta AKPê hêza xwe ya cîbicîkirinê ji dest daye û tiştek di warê pêşxistina pêvajoya aştiyê de nekiriye, êdî muxatebê wan di çareserkirina pirsa kurd û pêvajoya aştiyê de nîne. + +KCKê, îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera ANFê hatiye belavkirin, ragihand ku di navbera 3 heta 10ê Adara îsal civîneke li darxistine û di civînê de li ser rewşa pêvajoya aştiyê û pêşhatên dawî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gotûbêj kirine. + +KCKê di daxuyaniyê de daye zanîn ku êdî hikûmeta AKPê hêza xwe ya cîbicîkirinê ji dest daye çimkî piştî operasyonên 17ê Kanûna par ên ";bertîlxwarin û gendeliyê"; û şerê navbera AKP û tevgera Gulen, hêzên derve dixwazin li Tirkiyê hikûmetekî din bi rêya Partiya Komarî ya Gel (CHP) û tevgera Gulen ava bikin û ev jî nîşan dide ku roj bi roj hikûmeta AKPê hêza xwe wenda dike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber wê jî êdî hikûmeta AKPê ne muxatebê çareseriya pirsa kurd û rêberê PKKê Abdullah Ocalan bo pêvajoya aştiyê ye û wiha hatiye ziman: ";Ji xwe dema Rêber Apo pêvajo da destpêkirin, muxatebê wî yê serekî hikûmeta AKPê nebû belkî hêzên demokratîk bû lê ne hêzên demokrasiyê ne jî tevgera me karîn erkên xwe li hember pêvajoyê pêk bînin, ji ber wê jî hikûmeta AKPê ev yek wek derfetekî dît û dest bi xapandinê kir."; + +Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku li şûna ku hikûmeta AKPê alozî û kirîza ku niha li Tirkiyê çêbûye, bi çareserkirina pirsa kurd derbas bike dest bi cîbicîkirina siyaseta hîn sitemkar û zordarî kiriye û ev jî nîşan dide ku êdî hikûmeta AKPê naxwaze pirsa kurd çareser bike lewma êdî muxatebê Rêberê Apo yê pêvajoyê nîne. + +KCKê her wiha ji hêzên demokratîk xwestiye li hev kom bibin û bernameyeke berfireh bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê darêjin. + +Wan (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu û berpirsên herêmê civiya. + +Di vê serdanê de NêçîrvanBarzanî ligel karsaz û sermayedarên Wanê û Bakurê Kurdistanê re civiya û piştre konfransekî rojnamevanî lidar xist. + +Di nîva axevftinê de, kesê ku gotinên Barzanî werdigirandin tirkî, pevyek xelet tercume kir lewma Nêçîrvan Barzanî rawestiya û got, ";Hindê ku ez tirkî dizanim wergêr şaşiyek di wergêranê de kir"; ev jî bû sedema pêknîna hemû beşdaran… + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarên Merîwan û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê çend merasîm wek rêzgirtinek ji qurbanyên karesata kîmyabarana Helebce hatin lidarxistin. + +Xwendekarên zanîngeha Peyam Nûr a Merîwanê bi merasîmekê karesta kîmyabarana Helebce ku zêdetirî 5 hezar kes di encam de bûne qurbanî, bibîr anî. + +Herwiha li gundê ";Nê"; yê ser bi bajarê Merîwanê jî pêşangehek wêneyan bi vê boneyê hat vekirin. + +Zanîngeha Peyam Nûra Merîwanê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dîroka mirovahiyê kîmyabarana Helebce ji bîr nake û encamderên wê jî efû nake. + +Li bajarê Ciwanroyê jî bi beşdariya kesayetiyên edebî û çandî merasîma rêzgirtina ji qurbaniyên kîmyabarana Helebce hat lidarxistin. + +Herwiha duh şemiyê, 12 payskilsiwarên bajarê Merîwanê ji wî bajarî ve ber bi Helebce birêketin bi armanca danîna gurzên gulan li ser gorên qurbaniyên karesata kîmyabarana Helebce. + +Kobanî (Rûdaw)- Bi boneya 4emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê di 15ê adara 2011an de, xwepêşandanek li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh li ser bana şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), xwepêşandanek li nav bajarê Kobanî hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê bi sedan kes beşdar bûn û druşmên li dijî rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed hatine bilindkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de gotina şaxê Kobanî yê ENKSê hat xweindin. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê di gotina xwe de tekeze kir ku ew xwe wekî beşekî sereke ji şoreşa gelên Sûriyê ya aştiyane dibîne. + +Herwiha daxwaza venasîneke destûrî bi mafên netewî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat kirin. + +Xwepêşandana ku ji aliyê rêkxistinî ve bê ser û ber bû, bê ti astengî bi dawî hat. + +Helebce (Rûdaw)- Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi boneya 26emîn salvegera kîmyabarana bajêr merasîmeke berfereh tê lidarxistin. + +Merasîm bi kombûna hemwelatiyên li ber avahiya Şaredariya Helebce destpêkir û girse ber bi mezarê Şehîdên Helebce meşiya û gurzên gulan li ser gorên qurbaniyan danîn. + +Merasîma îsal bi awayekî cuda ji salên berê tê lidarxistin, bi taybet ku niha Helebce bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye parêzgeh. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragihand ku îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir. + +Omêd Sebah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir";. + +Berî niha Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexayê nemîne û karên ji bo biparêzgehkirina Helebce destpêbike. + +Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xwendekareke Kurd bi navê Mîdya Selah Hesen Mehmûd di 2yê tebaxa sala 2012an de li paytexata Sûriyê Şamê wenda bû û pişt re hat gotin ku li zindaneke Rûsya ye. + +Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq a piştgirîkirina azadî û mafên mirovan Ferman Bonceq derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Mîdya roja 2/8/2014 li taxa Meydan a Şamê ji aliyê hêzên îstixbarata Sûriyê ve hatibû girtin";. + +Bonceq herwiha got ";Mîdya ku xwendekara beşa zimanê ingilîzî ya zanîngeha Şamê bû, destpêkê di zindaneke Şamê de girtî bû û pişt re ew birin zindaneke din li navçeya beravê li Laziqiye û Tertûsê û ji wê demê de xeber jê qutbûbû";. + +Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq herwiha got ";Di encama hewlên navendê de, me karî xwe bigihînin malbata Mîdya ku niha li Stenbolê dijî û derket ku Mîdya 2 caran ji zindana Kharkiv a li Rûsya telefona dayika xwe kiriye";. + +Ferman Bonceq zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê de aşkere nekirin û bi tenê got ";Mîdya duh saet 7ê êvarê bi dema Tirkiyê di rêya balafireke Tirkiyê re ji balafirgeha Sochi a rûsî re gihişte balafirgeha Stenbolê."; + +Bi gotina Bonceq, ";Mîdya duh saet 7ê sibehê ji zindana Kharkiv serbest hat berdan û balafria ku ew radikir dora saet 4.30 bi dema Mosko ji balafirgeha Sochi ber bi Stenbolê ve firiya";. + +Mîdya Selah Hesen Mehmûd bi xwe xelkê bajarê Amûdê ye, lê ew ligel malbata xwe li taxa Hecer Eswed a Şamê dijiya û xwendekara sala çarem a beşa zimanê ingilîzî li zanîngeha Şamê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji ber ku daxwazên Kurdan di projeyasaya budceya îsal ya Iraqê de nehatine bicihkirin, hemû frakisyonên Kurd ên di nav Parlamentoya Iraqê de rûniştina îro ya parlamentoyê boykot kirin. + +Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Mela Uzêr Hafiz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 12ê nîvro rûniştina Parlamentoya Iraqê destpêkir. + +Berî niha aliyên Kurd li hev kirin ku eger bendên taybet bi para Herêma Kurdistanê di budceya îsal a Iraqê de neyên serastkirin wê piraniya parlamenterên Kurd tevlî rûniştina parlamentoya nebin. + +Bendên taybet bi para Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de dibêje ";divê Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîl petrol bişîne derve û dahata wê radestê Bexdayê bike";. + +Kobanî (Hewlêr)- Şeva borî şer û pevçûn li gundê Cib Feres li rojavayê bajarê Kobanî di navbera çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û şervanên kurd li deverê derketin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku şer û topbarankirin li devera Sirînê ya girêdayî Kobanî jî di navbera hêzên YPGê yên girêdayî PYDê ku di navenda genim û ceh a Sirînê de cih girtine û çekdarên DAÎŞê de berdewam in û çekdarên DAÎŞê navendê topbaran dikin. + +Çalakvanekî deverê ku ne xwest navê wî bê aşkerekirin ji Rûdawê re got ";Îro serê sibehê hêzên YPGê tevahiya genimê navenda Sirînê veguhestin Kobanî";. + +Wî çalakvanî herwiha got ";Çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Giresor li rojhilatê Kobanî yê nêzîkî devera Girê Spî kirin û di encamê de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û DAÎŞ jî ji gund vekişiya";. + +Di heftiya borî de çekdarên DAÎŞê devera Sirînê li Başûrê Kobaniyê û pira Qereqozaq li ser çemê Firatê li başûrê rojavayê Kobanî kontrol kiribûn. + +Herwiha çekdarên DAÎŞê devera Şêxler ku piraniya nişteciyên wê Ereb in ji bin kontrola Artêşa Azad û hevalbendên wê de derxist û xiste destê xwe, vê yekê metirsiyên êrîşkirina li ser Herêma Kobanî zêde kiribûn. + +Amed (Rûdaw) – Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) ragihand, divê dewleta Tirkiyê komkujiya bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê ku di encama kîmyabaranê de qewimî, bi fermî qebûl bike. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest, dadgehek taybet bo doza komkujiya Helebcê vebike. + +Bi helkefta 26emîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma wê ya Beis a Iraqê ve, îro li bajarê Amedê çalakiyeke şermezarkirinê ji aliyê ÎHDê ve hat lidarxistin. + +Bo vê armancê, serokê giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan û gellek parêzer û çalakvanên mafên mirov li ber bîranîna mafên mirov li kolana Yûkselê ya bajarê Amedê kon bûn û deqeyek rêzgirtin bo qurbaniyên Helebcê daxuyaniyek dan. + +Serokê giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ku di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Seddam Husên ve li Kurdistana Iraqê "Operasyona Enfalê"; pêk hat û di serî de li Helepce û gellek bajarên kurdan komkujî pêk hat. + +Turkdogan, anî ziman ku di operasyona 3 rojan de 12 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. + +Ozturk Turkdogan, xwest êdî NY komkujiya li Helepce qebûl bike û ji Tirkiyê jî xwest, komkujiya kurdan qebûl bike. + +Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê jî li Parka Koşuyolu daxuyanî dan çapemeniyê. + +Li vir jî pankartên ku Helepce bibîr tînin û komkujiyê şermezar dikin, hatin vekirin. Li ser navê komê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, axivî û xwest, Dadgeha Cezayan a Neteweyên Yekbûyî ji bo komkujiya kurdan jî heyetê ava bike û dest bi lêkolînê bike. + +Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku ji bo komkujî di qada navneteweyî de bê naskirin dest bi xebaê kirine. + +Amed-Daxuyaniya Baroya Amedê û Şaxa Amedê ya ÎHDê + +Amed (Rûdaw) - Şaxê HAK-PARê yê Amedê, bi helkefta bîst û şeşemîn salvegera komkujiya Helebcê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. +Çalakiya ku ji aliyê şaxê HAK-PARê yê Amedê ve hatibû organîzekirin, bi beşdariya endam, alîgir û nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran pêk hat. Di çalakiyê de pankartên wek ";Me Helebce ji bîr nekiriye, Em ê jibîr nekin"; û ";Ji Bîrkirin Mirine, Em Helebcê jibîr nakin"; û wêneyên komkujiya Helebcê hatin hilgirtin. +Di çalakiyê de daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Namzeda HAK-PARê ya Şaredariya Mezin a Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî ji aliyê Namzedê HAK-PARê yê Şaredariya Yênîşehîrê Vasif Kahraman ve hate xwendin. +Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseye ku tevlî çalakiyê bibû, ji cihê çalakiyê heta avahiya HAK-PARê, bi pankart û wêneyên komkujiya Helebcê meşiyan. +Di çarçoveya bîranîna karesata Helebcê de li pêşiya avahiya HAK-PARê pankartên bîranînê hatin daliqandin. +Herwiha, anonsên hilbijartinên herêmî yên HAK-PARê îro hatin guhartin û wê seranserê rojê di kolanên Amedê de strana Şivan Perwer a bi navê Helebce bê lêxistin. +Daxuyaniya Şaxê HAK-PARê yê Amedê wiha ye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta 26'emîn salvegera kîmyabarana Helebcê li bajarên Wan, Ebex, Erdîş, Kop, Îdir, Agirî, Panos, Colemêrg û Qersê yên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Helebcê şermezar kirin. Bi 10 hezaran kesên daketin kolanan diyar kirin ku dê destûr nedin komkujiyên din. Li Erdîşê gel navê "Helebcê" li kolaneke bajêr kirin. + +WAN + +Rêxistina BDP'ê ya Wanê bi boneya komkujiya Helebcê şermezar bikin û bi hezaran kesên di komkujiyê de bibîr bînin meşek girseyî pêk anî. Girseya ku li ber avahiya buroya hilbijartinê kom bû, heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. + Parlamenterê BDP'ê yê Wanê, Nazmi Gur jî amade bû. Di meşê de pankarta "Îro her der Helebce ye. Em hemû Helebce ne" hat vekirin û siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Şehidên Helebcê rûmeta me ye" hatin berzkirin. Girseyê fîşekên hewayî avêtin TOMA'yên ku li ber Parka Feqiye Teyran barîkat danîbûn û li parkê daxuyanî dan. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mûsa Îtah, daxuyanî da û got: "Em hemû şehîdên Helebcê û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînin. Di rojekê de 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Dîsa li Dêrsim, Qamişlo, Zîlan, Agirî û Roboskî kurd hatin qetilkirn. Lê em êdî destûr nadin ku li ser kurdan komkujî pêk bê."; + +Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur jî jî helwesta Tirkiyê şermezar kir û diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyê komkujiyê diparêze. Piştî daxuyaniyê li Parka Feqiyê Teyran pêşengeha wêneyan hat vekirin. + +ERDÎŞ + +Li navçeya Erdîşa Wanê jî Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Parka Zîlanê bi tevlêbûnek girseyî daxuyanî da. Rêveberên BDP'ê û nûnerê saziyên civakî jî di nav de gellek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê bi pankart û siloganan komkujî şermezar kir. Girsê di çalakiyê de rengên kesk, sor û zer vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" gotin. + +Girsê piştî daxuyaniyê navê kolana ku berê navê wê Marangoz bû guhertin û kirin "Helebce". Namzedên Hevşaredran ên BDP'ê yên Erdîşê bi bernameyekê navê kolanê vekirin û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bi kolanê ve kirin. + +EBEX + +Li navçeya Ebexê ya Wanê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Ebexê li ber buroya hilbijartinê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclisa Ciwanên BDP'ê Rahîm Agaç, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. + +KOP + +Li navçeya Kope ya Mûşê jî bi heman Armancê, reveberên BDP û HDP'ê ji bo komkujiya Helebce, Gazî û Qamişloyê li ber buroya hilbijartinê ya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên BDP û HDP'ê û endamên Hevşaredaran ên Kop'ê amade bûn. + +ÎDIR + +Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî bi heman armancê li ber avahiya buroya hilbijartinê ya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, namzedên hevşaredaran ên BDP'ê û gellek nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Delegeyê HDP'ê yê Îdirê Fahrettin Turkelî komkujî şermezar kir û diyar kir ku li Agirî, Dêrsim, Zîlan, Mereş û gellek navendên din li ser kurdan komkujî pêk hatiye. + +AGIRÎ + +Platforma Şaxan a KESK'ê ya Agirî, ÎHD, AKYAD û Baroya Agiriyê jî bi heman armancê ji Kolana Pirtukxaneyê heta Mala Mamosteyan meş pêk anî. Piştî meşê li ser navê girsê Olcay Ozturk, komkujî şermezar kir. + +PANOS + +Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî bi heman armancê Navenda Çandê ya Serhatê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Endam û rêveberên BDP'ê û Namzedên hevşaredaran amade bûn. + +COLEMÊRG + +Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Colemêrgê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniye. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Colemergê Prz. Mikail Demiroglu, komkujî şermezar kir û diyar kir ku mînaka komkujya liser kurdan a dîrokê komkujiyên Enfal û Helebcê ne. + +QERS + +Rêxistina BDP'ê ya Qersê û Meclisa Xwendekarên Zaningeha Qafqasê jî, bi heman armancê ji avahiya BDP'ê heta Rawestgeha Dîgorê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê, namzedên hevşaredaran ên BDP'ê û gellek welatî amade bûn. Girsê di meşê de siloganên "Şehîd namirin", "Helebce ji bîr neke û nede ji bîrkirin" gotin. Hevseroka BDP'ê ya Qersê Şengul Mehmetoglu, anî ziman ku birîna kurdan a Helebce hêj diherike û nehatiye dermankirin. + + +Li navçeya Ebexê ya Wanê, navê Helebce li kuçeyekî bajêr hat kirin + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, Serbest Mistefa ragihand ku di hilbijartinên encumenên parzêgehên Iraqê de, mamele ligel Helebce ";Wek parzêgeh"; nayê kirin. + +Serbest Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ";Nabe ku demeke kêm ji bo encamdana hilbijartinên encumenên parêzgehan maye, ew hilbijartin li Helebce jî bê kirin"; ku biryara biparêzgebûna wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî, hatiye îmzekirin. + +Heriwh Mistefa sedema encamnedana hilbijartinên encûmen parêzgeh Helebce vegerand bo nediyariya hemjara nifûsa parêzgehê, sînorî îdarî yê parêzgehê û hinek nakokiyên din: ";Her dem ew arîşe temam bibin û hemû rê û şûnên yasayî bên kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, wê demê hlibijartinên encûmena parzgeha Helebce jî dê bên encamdan."; + +Duh, 16.03.2014, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omîd Sebah ji Rûdawê re got: ";";Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir";. + +Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên YPGê ser bi PYDê ve ku di Navenda Genim û Cehê Sirînê de, li başûrê Kobaniyê, cih girtine û çekdarên DAÎŞê de, hêzên YPGê genimê navendê vala kirin û berve Kobaniyê veguhestin. +Çalakvanekî deverê, ku ne xwest navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re tekez kir ku serê sibiha yekşemê bêtiîr 20 kamyonên bi kenim barkirî, ji navenda Sirînê berve bajarê Kobaniyê çûn, lê cihê ku ew genim lê hatiye valakirin nediyar e. +heman çalakvanî da zanîn, ku çekdarên DAÎŞê roja şemiyê êrîşî gundê Cib el-Feres li rojavayê Kobaniyê û gundê Giresor li Rojhilatê Kobanê, nêzîk devera Girê Spî kirin û di encama şerê Giresor de 3ê çekdarên êrîşkar hatin kuştin û DAÎŞ ji gundê navborî vekişiya. +Di heftiya borî de, çekdarên DAÎŞê devera Sirînê li Başûrê Kobaniyê û pira Qereqozaq, li ser çemê Firatê li başûrê rojavayê Kobaniyê kontrol kiribûn. +Herwiha çekdarên DAÎŞê devera Şêxler ku pirraniya nişteciyên wê ereb in ji jêr kontrola artêşa azad û hevalbendê wê derxistibûn û vê yekê metirsiyên êrîşkirina li ser Herêma Kobaniyê zêde kiribûn + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî ew gotegotên ku behsa hebûna arîşeyên teknîkî di balafira Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de çêbûne, dema ku serdana bajarê Wanê Kir, red kirin. + +Roja 15ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke paye bilind serdana bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê kir. + +Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê got: ";Ew gotegotên ku behsa wê yekê dikin ku dema balafir li balafirxaneya Wanê daketibû, rûbirûyê arşîeyên tenkînk bûye, derwein û bê bingehin."; + +Heriwha Ergoşî bê agahiya xwe di vê derbarê de anî ziman û ragihand: ";Ew gotegot bi hemû awayekî nerastin, ew balafir bê arîşe bû û di dema xwe de gihşt bajarê Wanê, ew gşet gelek asayî û aram û bê arşîe hat encamdan."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li malbata ";Rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî"; kir û kuştina wî rojnamevanî bi ";tawaneke mezin û hovane"; anî ziman. + +Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ";Îro, 17.03.2014, berî nîvroya, li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarê rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî kir."; + +Di hevdîtinê de malbata Kawa Germiyan spasiya Barzanî kirin li ser xemxwariya wî himber doza kuştina Kawa Germiyanî. + +Herwiha li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de behsa naveroka birêveçûna lêkolînanan ligel tometbarên kuştina Kawa Germiyanî kirin û ";Daxwaz ji Barzanî kirin ku bi hemû awayekî piştgiriya dîtina tawanbaran û darizandina wan bike."; Di himber de Barzanî daxwaz ji malabat Kawa Germiyan kirk u ";Bê omîd nebin, wê tawanbar cezaya xwe bixwin."; + +Herwiha Barzanî di hevdîtinê de Kawa Germiyanî bi kesekî ";Bê tawan, pak, bêgerd û zarokê malbateke nîştîmanperwer û qurbanîder"; da zanîn û kuştina wî jî bi ";Tawaneke mezin û hovane"; wesif kir. + +Barzanî daxwazê ji malbata Kawa Germiyanî kir ku ";Bê hêvî nebin û ji wê yekê bawer bikin ku tawanbar dê bigihin sizaya xwe û xwîna Kawa Germiyanî wenda nabê û piştgiriya xwe ya tevahî jî ji bo daxwazên malbat û kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî dûpat kir."; + +Di dawiyê de Serkê Herêma Kurdistanê hêviya wê yekê xwest ku proseya dadgahîkirina tometbaran bigihe encamê û tawanbar bêne eşkere kirin ";Ji bo beşek ji êş û janên kesukarê Şehîd bêne pecan."; + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan, diyar kir ku heta niha çend caran agirbest ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye binpêkirin û ragihand, eger piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê gav neyên avêtin dê pêvajoya aştî û çareseriyê biqede. + +Endamê Rêveberiya KCKê Murad Karayilan, ji televîzyona Stêrk TV re axivî û li ser pêvajoya aştî û çareseriyê daxuyanî da. + +Murad Karayilan, diyar kir ku li gorî qonaxên pêvajoyê, diviya qonaxa duyem ji aliyê hikûmetê ve were destpêkirin lê hikûmetê ti gav nehavêt û erkên xwe bicîh nehîna, lewma pêvajo di qonaxa yekem de ma û xitimî. + +Karayilan, her wiha anî ziman ku lê êdî pêvajo bi vî awayî û bi yekalî nemeşe û wiha got: ";Ji ber wê jî, eger hikûmetê piştî hilbijartinan gav avêt avêt, eger nehavêt wê demê pêvajo dê bidawî bibe. Helbet hema roja piştî hilbijartin ev çênabe lê eger di nav 2 hefteyan de gav neyên avêtin bila her kes bizanibe ku pêvajo nemaye."; + +Endamê Rêveberiya KCKê, li ser çawaniya avêtina gavên pêwîst jî axivî û wiha anî ziman: ";Yek ji jwan gavan, çêkirina çarçoveyek qanûnî bo pêvajoyê ye ji ber ev yek bo destpêkirina muzakereyê pêwîst e, her wiha divê aliyên ku bi hev re muzakere dikin wek hev bin, divê şert û mercên rêberê Apo bên guhertin, divê hêzeke sêyem û bêalî jî di hevdîtinan de amade be."; + +Murad Karayilan, li ser mijara danîna çekan jî axivî û ragihand, heta Ocalan û girtiyên siyasyî neyên berdan gerîlla ti carî dest ji çekên xwe bernade û wiha got: ";Em heta niha jî banga dîrokî ya Newroza par rast dibînin û pêve girêdayî ne. em birastî dixwazin pirsgirêk bi rêya siyaset û diyalogê were çareserkirin. Bo çareseriyê divê her du alî gav bavêjin lê dema aliyê beramber gav nevêje wê demê pêvajo namîne û gelê kurd dê bixwe xwe birêve bibe û ev jî mafekî rewa ye."; + +Wî rayedarê PKKê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî da û diyar kir, hinek aliyên kurd li dijî statûya Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: ";Hinek kurd dibêjin ev ne dama wê bû lê ew xelet hizir dikim, çima? Ji ber ku Rojava mîna av û nan pêwîstî bi rêveberiyê heye û divê hemû beşên Kurdistanê piştgiriyê Rojava bikin."; + + + +Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê Kosret Resûl Elî, ragihand, ew heta niha jî cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ye û diyar kir, ji bo parastina YNKê çi pêwîst be dê bike. + +Li gorî daxuyaniya Polîtburoya YNKê ku li ser malpera fermî ya saziyê hatiye belavkirin, endamê polîtburoya YNKê Kosret Resûl Elî, îro li bajarê Silêmaniyê bi sekreter û endamên Komeleya Kinên Kurdistanê re civiya. + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Kosret Resûl Elî piştevaniya xwe bo daxwaziyên kinên Kurdistanê aniye ziman û ragihandiye, YNK hêzeke bihêvî ye û dê her wisa jî bimîne. + +Endamên komeleya kinên Kurdistanê jî ji Resûl Elî xwestine, mîna cîgirê sekreterê giştî yê YNKê pêşwaziya wan bike û wî jî ji wan re wiha gotiye: ";Ez heta niha jî cigîrê sekreterê giştî yê YNKê me û min dest ji karê xwe bernedaye."; + +Di berdewamiya axaftinên xwe de Resûl Elî, diyar kiriye ku YNK hêza hemiyan e û bo parastina YNKê jî çi pêwîst bike dê bikin. + +Cîgirê Talebanî, li ser derengketina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî gotiye, derengketina pêkanîna hikûmetê karîgeriyek nebaş daniye ser hemû warên jiyana xelkê û daye zanîn, dê vê helwesta xwe ji hemû hêz û partiyan re bêjin. + +Piştî ku çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû roja 31ê Çileya îsal were lidarxistin, hat paşxistin, her du cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berhem Salih, roja 1ê Sibata îsal di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, heta lidarxistina kongrê her cure desthilatek neqanûnî ye. + +Tişta balkêş di daxuyaniyê de ew bû ku Kosret Resûl û Berhem Salih di bin daxuyaniyê de tenê navên xwe yên normal nivîsîbûn û xwek cîgirên sekreterê giştî nedabûn nasîn. + +Piştî vê daxuyaniyê, Berhem Salih bi awayekî eşkere ragihand, ew heta lidarxistina kongrê wek endamekî normal ê YNKê ye û bi vî awayî dest ji karê xwe kişand. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li bajarê Ruwanserê yê parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, jinekê xwe şewitand û di encamê de can da. + +Li gorî malpera Kurdpa, şeva borî li devera Şaho ya girêdayî bajarê Ruwanserê li parêzgeha Kirmaşanê, jina bi navê Fehîme Kerîmî di temenê 21 salî de xwe şewitand. + +Li gorî nûçeyê, wê jinê ku dayika zarokek 3 mehî bû, ji ber arîşeyekî civakî dawî bi jiyana xwe aniye. + +Her wiha li gorî agahiyên çalakvaneke mafên jinan li bajarê Ruwanserê eşkere kir ku di nav 22 salên borî de 25 jin li devera Şaho ya Ruwanserê ji ber sedemên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne. + +Devera Şaho ji 2 gundên bi navên Qişlax û Mesûr Axeyî pêk hatiye û li gorî amara sala 2006an, 3 hezar û 151 kes li wê deverê dijîn. + +Wan (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, diyar kir ku Tirkiye dixwaze pêwendiyên qetiyayî yên digel Herêma Kurdistanê dîsa girêbide û da zanîn, sala 2008an bi awayekî veşartî li Bexdayê, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk dihanî lê niha bi eşkere li Hewlêr, Wan û Stenbolê li hev dicivin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, roja şemiya borî (15.03.2014) li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê girêbestek li ser ";hêsankariya veguhestinê li ser sînoran"; îmze kirin. + +Ehmed Davûtoglu, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û ragihand, di nav çend salên borî de rewş gellekî hatiye guhertin û niha asta pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê pir bilind e. + +Davûtoglu, li ser helwesta Amerîka li ser rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bo hinartina petrolê jî axivî û diyar kir, divê Amerîka ji vê rêkeftinê memûn be ji ber ku ev yek sûda wê ji şîrketên amerîkî, bazara cîhanê re jî heye. + +Tevahiya hevpeyvîna Rûdawê bi Ehmed Davûtoglu re dê di hejmara nû ya Rojnameya Rûdawê çapa Ewropa were belavkirin… + +Amed (Rûdaw) – Daxwaza berdana 92 girtiyên doza KCKê bi hêceta ku ";dê herin serê çiyê"; ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. + +Beriya niha parêzerên girtiyên KCKê daxwaza berdana 92 girtiyan kiribûn lê dîsa daxwazên xwe paşde vegerandibûn. + +Ligel vê yekê, dadgeha 2emîn a cezayê giran a Amedê daxwaza parêzerên doza KCKê nirxand û bi hêceta ku ";tirsa wê heye herin ser çiyê û tevlî rêxistinê (PKK) bibin"; daxwaza berdana wan red kir. + +Yek ji parêzerên KCKê Cîhan Aydin jî ev biryara dadgehê riswayî bi nav kir û ragihand, ligel ku daxwaza berdanê paşde hatibû vegerandin dadgeh biryarê dide, ev li dijî hiqûqê ye. + +Kobanî (Rûdaw) - Li başûrê herêma Kobanî û li nêzîkî navenda ceh û genim û çaterêra Sirînê, şer û pevçûn di navbera YPGê û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de berdewam dikin. +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li herêma Kobanî, heta niha di encama şer de, şervanekî YPGê bi navê Fadil Hacî jiyana xwe ji dest daye. +Li gorî agahiyan, termê wî şervanê YPGê îro li goristana gundê Termik hat binaxkirin. +Tê gotin, kuştî û birîndar di nava hêzên DAIŞê de jî hene lê hejmara wan nehatiye zanîn. +Li roavayê herêma Kobanî jî, DAIŞ di çend rojên borî de herdu bajarokên Şiyûxê Jorîn û Şiyûxê Jêrîn xistine bin kontrola xwe. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di çarçoveya propagandayên hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li bajarê Dêrsîmê mîtîngekê li dar xist. Kiliçdaroglû têkildarê 'pêvajoya aştiyê' got: "Li gellek cihan hemwelatî ji min dipirsin, 'Ger AKP biçe, pêvajoya aştiyê dê çi bibe'. Ez ji Dêrsîmê bang dikim, pêvajoya aştiyê di bin zefta ti kesî de nîne." Kiliçdaroglû, he rwiha got ku ew ji Dêrsîmê ye bi dêrsîmîbûyîna xwe jî serbilind e. + +Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû digel hevjîna xwe Selvî Kiliçdarogû û rayedarên partiya xwe îro piştî danê nîvro beşdarî mîtînga ku li Meydana Seyîd Riza hat lidarxistin bûn. Beriya destpêkirina axaftina Kiliçdaroglû, tomarên ku tên îdîakirin ku dengê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û kurê wî ne, li amadebûyiyan dan guhdarîkirin. Di hedefa gotinên Kiliçdaroglû de Erdogan û hikûmeta wî hebû. Kiliçdaroglû, Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî bi 'dizî, derewînî û sextekariyê' tometbar kir. + +Kiliçdaroglû yê ku pêştir bi taybetî ji dêrsîmîbûyîna xwe direviya, diyar kir ku ew ji Dêrsîmê ye û bi dêrsîmîbûyîna xwe jî serbilind e. + +Ji ber Kiliçdaroglû xwedî li dêrsîmbûyîna xwe dernediket, gelek caran diket ber rexneyên tûj ên Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan. Di vî warî de Kiliçdaroglû got: "Madem Erdogan ew çend ji Dêrsîmê hez dike, bila pêşnûmeya qanûnî qebûl bike, em navê Dêrsîmê lê vebigerînin. Du sal e pêşniyara me ya qanûnî rawestiyaye, ji ber ku ew sextekarekî ye, ew derewînekî ye, ew dizekî ye, ji ber ku ew ji gelê xwe re rast naaxive." +Der heqê pêvajoya aştiyê de Kiliçdaroglû wiha peyîvî: "Gelek hemwelatiyên me dipirsin, 'Ger AKP ji nav biçe, dê pêvajoya aştiyê çi bibe'. Ez ji Dêrsîmê bang dikim, pêvajoya aştiyê di bin zeft û kontrola ti kesî de nîn e. Ger li ser vê axê aştî pêk bê, partiya ku bikare vê yekê pêk bîne, CHP ye. Bila her kes ji vê yekê agahdar be. Di vê serdema hilbijartinan de me bi taybetî dirûşmeya ku 'Hêza Yekxistina Tirkiyê' bi kar anî. Rojhilat, rojava, başûr, bakur ez hemû hemwelatiyên xwe hembêz dikim. Ez bi ti awayî qebûl nakim, di warê nijad û baweriyê de pirs bên arastekirin. Nasname, mezheb û baweriya kê çi dibe bibe, cihê her kesî li ser serê min heye. Ez hêza yekxistina Tirkiyê me, ez ji vê yekê bawer dikim." +Digel ku piştî AKPê herî zêde benda ji sedî 10 di sûda CHPê de ye, wekî hemû serokên partiyên Tirkiyê yên 'serdest', Kiliçdaroglû jî îdîa kir ku ger bi ser bikevin, dê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rabikin. Di vî warî de Kiliçdaroglû wiha domand: "Benda ji sedî 10 ya hilbijartinan, Kenan Evren û hevalên wî di makeqanûnê de bi cih kir. Înşalah rakirina vê bendê dibe nisîbê me. Em ê hemû qanûnên derbeyê (Rûdaw: Kodeteya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê) biguherînin. Em ê îtîbar û giramiya şitilên me yên gênc jî li wan vegerînin." +Ji bilî navçeyên Dêrsîmê digel ku ji bajarên derdora Dêrsîmê wekî Ezirgan, Xarpêt û Çewlîgê gelek kes beşdarî mîtîngê bûn, lê belê girse di gelek binê bendewariya CHPê de ma. Di mîtîngê de alîkarên Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak, Gokhan Gunaydin, Perîhan Sari û parlamenter Kamer Genç û Huseyîn Aygun jî li kêleka Kiliçdaroglû amade bûn. + +Kemal Kiliçdaroglu û hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglu li Dêrsimê + + +Hewlêr (Rûdaw) - BBC ragihand, li Rojavayê Kurdistanê cemawer û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêtir in. +Peyamnêrê BBC ê bi navê Jîm Moyir di rapora xwe de tîne ziman ku fermandarên YPGê dibêjin ku wan di şerê bi DAIŞ û çekdarên din ên radîkal re bêtirî 500 şervanên xwe ji dest dane . +Rapor li ser zarê berpirsê pielebilind ê Tev-Demê Aldar Xelîl dibêje ku hin pirsgirêkên PYDê bi opozîsyona din a Sûriyê re heye lê pirsgirêka wan a sereke bi DAIŞ û Cebhet el-Nusrayê re ye. +Di raporê de hatiye gotin, tevî ku PYD birêveberiyeke xweserî li 3 kantonan ava kiriye lê berpirsên wê partiyê dibêjin ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bibin an jî otonomiyekê weke kurdên Başûr ava bikin. +Aldar Xelîl ji BBC re diyar kiriye ku tevî ku ew dixwazin rêjîmê biguherînin lê ew beşek ji Sûriyê ne û ew hêj bi dewleta navendî ve girêdayî ne. +Nûçegihanê BBC dibêje ku xuya ye ku PYD hêj bi rêjîma Sûriyê ve girêdayî ye ji ber ku wêneyeke mezin a Beşar Esed li ser ofîseke postan li nava Qamişloyê daleqandî ye û herwiha peykerekî Hafiz El-Esed serokê berê yê Sûriyê hêj li Qamişloyê heye tevî ku peykerên wî li Sûriyê gellekî kêm mane. +BBC dibêje ku ji xelkê re tiştek xuya ye ku hemahengî navbera rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratî de heye ji ber ku heya niha rêjîma Sûriyê hêj mûçeyên karmendan li Rojavayê Kurdistanê dide. +Di beşek din a raporê de hat ziman ku gellek partî li Rojavayê Kurdistanê ji PYD nerazî ne ji ber ku, weke ew partî dibêjin, PYD dixwaze xwe bi hêza xwe li ser xelkê ferz bike. +Di dawiya raporê de hatiye xuyakirin, tevî ku PYD li ser erdê desthilatdar e lê Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bingeha wê ya cemawerî berfirehtir e. + + +Efrîn (Rûdaw)- Her 5 keçên ku bi tometa xwarina hebên hişbir ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Efînê ve hatibûn girtin, derengiya şeva borî hatin azadkirin. + +Duh sibehê asayişa PYDê 5 xwendekarên keç li nav dibistana Emîr Xûbarî ya li bajarê Efînê girtin û ji malbatên wan re gotin ku ";keçên wan hebên hişbir xwarine";. + +Malbatên xwendekaran jî nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin bijîşk biryara dawî bidin, di encama nerazîbûna malbatan de 3 xortên din ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku şeva borî dora saet 12, asayişa PYDê her 5 xwendekarên keç û her 3 xort jî serbest berdan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, asayişa PYDê berî ku xwendekaran berde ji malbatên wan re gotiye ku keçên wan heb nexwarine û sedema girtina wan ew bû ku ";di dema xwendina dersan de tevlîheviyê û muşaxibiyê dikin";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her 5 xwendekarên keç gotine ku di dema lêpirsînê de ew rastî ti îşkence yan lêdan û sivkatiyekê nehatine. + +Malbatên xwendekaran duh gefa wê yekê xwaribûn ku eger keçên wan neyên berdan ewê îro xwepêşandanê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di pîrozbahiyên cejna Newrozê li herêma Cizîrê de hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da. + +Serokê Baroya Parêzerên ya Noşîrwan Elçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Duh li bajarokê Cizîra Botan, dema pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin de û di encama gulebarandineke bê serûber de hemwelatiyê bi navê Garîp Taşkin jiyana xwe ji dest da";. + +Hat ragihandin tevî ku polîsên Tirkiyê li gelek kolanên bajarokê Cizîrê de rê nedan xwepêşandanên Newrozê, lê li kolana Cûdî û Yasefê de ciwanan tekerên otomobîlan pêxistibûn û di wê demê de ji aliyê grûpeke nenas de gule bê serûbser hatin berdan. + +Noşîrwan Elçî herwiha got ";Di encama wê gulebarandinê de, hewelatiyê bi navê Garîp Taşkin ku li ser çemê Dicleyê nêçîra masiyan dikir hin ji wan guleyan li dilê wî ket û tevî hemû destêwerdanên nexweşxaneya dewletê li Cizîrê, lê wî jiyana xwe ji dest da";. + +Tevî hemû destêwerdanên polîsan, lê ev demeke li Cizîrê di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn derdikevin û bi nîzîkbûna Newrozê ev pevçûn tundtir dibin. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê îro serê sibehê di nava 4 deqeyan de 2 erdhij çêbûn. + +Hate zanîn ku çavkaniya her du erdehajn li gundê Peyanis bû ku tundiya wan 3.8 û 3.4 li ser pîvera Rexterê bû. + +Erdheja yekem saet 8.12 deqeyan ya din jî saet 8.16 bi dema Bakurê Kurdistanê pêk hatin. + +Di encama her dy erdhejaan de çi ziyanên madî û canî nebûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Strasburgê îro derbarê rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan de wê Dadgeha Mafên Mirovan biryarê bide. + +Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa li bajarê Strasbug li Fransayê li ser doza Ocalan ku cezayê hetahetayê li girava Îmraliyê diqedîne, wê îro biryarê bide. + +Li gor medyaya Tirkiyê, Dadgeha Mafên Mirovan wê li ser qanûnên ku serbestberdana Ocalan asteng dike û rê nade ku rewşa wî di girtîgehê de baştir bibin, raweste. + +Herwiha Dadgeh Mafên Mirovan dibêje ku ew madeyên serbestberdana Ocalan asteng dikin li dijî madeya 3 û 8 ji peymana mafên mirovan ya Ewropa ye. + +Hat ragihandin ku dîsa wê Dadgehê Mafên Mirovan li ser daxwazên parêzerên Ocalan ku muwekilê wan bi jehra madeyên Kirom û Sodiyom hêdî hêdî di girtîgehê de tê jehrkirin, raweste. + +Ocalan ji 15ê sibata 1999an de di girtîgeha Îmraliyê de ye û cezayê hetahetayê derheqê wî hatiye birrîn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya derbarê ku Tirkiyê xalên duyemîn û sêyemîn û heyştemîn yên DMMEê binpêkirine de, Tirkiye mahkûm kir. + +Li gor medyayên nêzîkî PKKê DMMEê di biryara ku daye de, îtîraza Ocalan ya ku qanûnên Tirkiyê îhtîmala berdana wî asteng dike de, mafdar dît . + +DMMEê destnîşan kir ku girtina hetahetayê tê wateya tecrîdeke sosyal ya hetahetayê û Tirkiyê di warê binpêkirina xala sêyemîn de jî sûcdar dît. + +DMMEê aşkere kir ku sêyemîn xala DMMEê ya ku pêkanînên xerab li ser girtiyan qedexe kiribû, lê Tirkiyê ji ber ku ew xal binpêkiriye ew mahkûm kir. + +Li aliyekî din jî hat ragihandin ku DMMEê Tirkiyê bi qasî 25 hezar sterlînê îngîlîzî mahkûm kir. + +Rêberê PKKê Abdula Ocalan ji 15 subata 1999an de girtiye li girava Îmraliyê, û bi cezayê darvekirinê hatî mehkûm kirin, lê ji ber ku ew ceza li Tirkiyê qedexeye, bi cezayê hetahetayê hat mehkûm kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad dest ji karê hizbî berda û Yekîtiya Siyasî ya ku partiya wî jî yek ji endamê wê ye, rexne kir. + +Xeyredîn Murad ku endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso bû, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. + +Murad ku di sala 1949an de jidayikbûye, di daxuyaniya xwe de lêborîn ji heval û hogirên xwe yên partiyê xwest û got ";ew di van şert û mercên ne zelal û tevlîhev de û vê rewşa ku hevsengî û serxwebûn û nêrîneke stratejîk a zelal tê de peyda nabe, êdî nikare karê hizbî bike";. + +Xeyredîn Murad ku di navbera salên 2005 heta 2011an de sekreterê Partiya Azadî bû berî ku perçe bibe, tevî ku karên Yekîtiya Siyasî rexne kir, lê hêvî xwest ku partiyên wê di kongreya xwe ya ku biryare heta 5ê nîsanê bê lidarxistin de serkeftî bin. + +Sekreterê berê yê Partiya Azadî herwiha got ";ew li her du encûmenên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û herwiha li hemû hêz û partiyên Kurdistanê li hemû qadan, wek hevdu dinêre"; û xwe dûrî ti aliyekî ji wan nabîne. + +Xeyredîn Murad kî ye? + +Sala 1949an li gundê Kêlhesenakê yê ser bi nahiyeya Tirbesiyê ve jidayikbûye. + +Sala 1965an bû endamê Patiya Çep a Kurd li Sûriyê. + +Sala 1970 ji aliyê hêzên ewlekariya siyasî li Qamişlo hat girtin û Sal û nîvê di zindana Qelhe ya navendî li Şamê ma. + +Di pileyên hizbî de bilind bû heta ku bû sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê. + +Sala 2005an bû sekreterê Partiya Azadî ku di encama yekgirtina Partiya Çep û Partiya Hevgirtina Gel de hat avakirin. + +Di kongreya duyemîn a Partiya Azadî di dawiya sala 2011an de xwe ji bo sekreteriyê kandîd nekir û bû endamê Polîtbîroyê. + +Di 18ê adara 2014an de bi yekcarî dest ji kar hizbî berda + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Întîzamî yên Îranê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma Kuleçarşemê qedexe kir. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li bajarê Urmiyê hêzên Întîzamî yên Îranê di nava cadeyan de amade ne û gef li xelkê dixwin û ji xelkê re gotin ku eger ew merasîma Koleçarşemê birêve bibe ewê rastî lêpirsînê werin. + +Di nêzîkatyên wê cejnê de jî hêzên Polîs û Mihemed Qureyşî pêşnimêjê şî'eyan û nûnerê Rêberê Îranê li bajarê Urmiyê Elî Xamneyî derbarê lidarxistina merasîmên Kuleçarşemê hişyar dabû xelkê û gotibû ku bi awayê tesaduf ew roj dikeve salroja mirina yek ji îmaman û bi wê sedemê merasîmên Koleçarşemê qedexe raghandibû. + +Kuleçarşemî cejneke ku di êvara roja sêşemê de agir tê hilkirin û weke şeva dawîn a çarşema salê cejin tê kirn. + +Hênceta berpirsên oldar ên Îranê ji bo lidarnexistina wê merasîmê jî ewe ku hilkirina agir ";şeytanperestiyê"; digehîne û ne li gorî ola Îslamê ye. Lê pêrewên ola Zerdeşt wî agrî yek ji pîroziyên xwe didin zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rûsyayê ragihand ku ji îro û bi şûn de Kirîma beşek ji xaka Rûsyayê ye. +Pêr,18.03.2014, û li ser daxwaza Parlamentoya Kirîma, referandomek ji bo serxwebûna wê herêma girêdayî Ukrayna û tevlîbûna wê di nav Rûsya de hat kirin û di encam de 97% ji xelkê wê herêmê deng dane serxwebûna herêma xwe. +Serokê Rûsya Vladimir Pûtin piştî ku duh, serxwebûna herêma Kirîma ya Ukraynayê pesend kir, îro ji hikûmet û parlamentoya welatê xwe xwest ku tedbîrên pêwîst bisîtin ji bo ku Kirîma tevlî Rûsya bibe. +Li gor ajansa Reutersê, îro,18.03.2014, Serokê Rûsya Vladimir Pûtin ligel serkirdeyên nû yên Kirîmayê rêkeftinek îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê Kirîma bi fermî bû beşek ji xaka Rûsyayê. +Ev rêkeftina piştî wê yekê hat ku Pûtin li koşka Kirêmlînê gotarek pêşkêş kir ku tê de rexneyên giran li welatên rojava girtin û got: ";Hewlên welatên rojava bi sepandina cezayan li ser Rûsya, serederiyeke dujminane ye"; û soz da ku ew dê bersiva wan bidin. +Piştî ragihandina serxwebûna herêma Kirîma û danasîna wê ji aliyê Rûsya ve, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Kanada jî çend berpirsên Rûsya û Kirîma ceza kirin. +Herwiha NATOyê biryar da ku çavekî di têkiliyên xwe ligel Rûsya re derbas bike û hevkariya piratîkî ya ligel Rûsya jî rawestand. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, bi Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr re li ser pêkanîna hikûmetê û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê civiyan. +Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm, ji Rûdawê re got, organîzatorê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa serdana navenda giştî ya Komelê kir û bi emîrê komelê Elî Bapîre re hevdîtin pêk anî. +Li ser naveroka civînê, Mihemed Hekîm da zanîn, di civînê de behsa derengketina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, bûdceya Iraqê û kêşeya nedayîna mûçeyên karmendên Kurdistanê her wiha aloziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye axaftin. +Berdevkê komela îslamî li ser wan îdiayên ku dibêjin, Gorran li pey hêzên din digere ku bi wan re bibe opozîsyon, ragihand, tiştekî wisa nehatiye gotin û Newşîrwan Mistefa jî tiştekî wisa ji komela îslamî nexwestiye. +Di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Kurdistanê de, Tevgera Gorranê karî di rêza duyemîn a hilbijartinan de cî bigire. Partiyên îslamî jî di rêzên çaremîn û pêncemîn de cî girtin. + +Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê papora (piremêz) gazê bi malekê de teqiya û di encam de 3 zarok tevî diya xwe şewitîn û niha rewşa zarokekê ji wan, bi navê Aya ku temenê wê 3 salin, gellekî xirab e û ji ber giraniya birînên wê pêdiviya wê bi çareseriyê heye lê ji ber xirabiya rewşa aborî ya malbata wê ew dê berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê da hinek kes alîkariyê bi wan re bikin ji bo çareseriya wê keça biçûk. +Bavê Aya li Bakurê Kurdistanê kar dikir da ku xwarina zarokên xwe peyde bike û ji wan re bişîne Rojavayê Kurdistanê, dma ku ev bûyer bi serê wê male de hat, Aya birin nexweşxaneyên herêma Cezîrê lê ji ber giraniya birînên wê çareseriya wê li wan nexweşxaneyan peyda nebû. +Bavê Aya ji Rûdawê re got: ";Em dixwazin herin Başurê Kurdistanê û li wê derê em bi hêvîne ku rêxistinên navdewletî û hawarhatinê alîkariya me bikin da Aya bê çareserkirin û rewşa wê wek berê vegere."; +Malbata Aya wê sibe, 19.03.2014, berê xwe bidin Başurê Kurdistanê bi hêvya ku hinek alikarî bi wan re bikin û li nexwşxanê Başûr derman bibin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e heya roja 5ê Nîsana bê, Yekîtiya Siyasî kongreya xwe ya yekîtiyê lidar bixe ji bo ragihandina partiyeke nû li Rojavayê Kurdistanê. + +Çavkaniyên taybet yên Rûdawê ragihandin ku di çarçoveya civînên di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de li Hewlêrê, biryara xwe ya dawî dan, ew jî lidarxistina kongreya yekîtiyê ye ji niha û heya 5ê Nîsana îsal. + +Li gor heman çavkaniyan, ku nexwestin navên wan bên aşkere kirin, diyar kirin ku niha komîteya amadekar tedbîrên taybet dike ji bo grêdana kongreyê. + +Biryar bû di roja 3ê Adarê de Yekîtiya Siyasî kongra xwe lidar xistiba, lê ji ber ku 135 endamên kongrê ku dxwestin di rêya deryê sînorî yê Sêmalka re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin rê bo wan nehat dayîn, ji ber wê jî kongre hat paşxistin û rêveberiya deriyê Sêmalka ji aliyê xwe ve ragihand ku wan kesan razîbûna Wezareta Navxwe ya Kantona Cenzîrê werinegirtibûn. + +Yekîtiya Siyasî di 15ê Kanûna 2012an de û di navbera 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê de (Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê-El Partî, her du baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê) hat raghiandin, paşê partiya Yekîtî xwe jê vekişand û li şûna wê Partiya Yekîtiya Kurdistanî cih girt. + +Li gor çavdêrên siyasî, armanca her çar partiyan ew e ku di nav yek partiyê de bibin yek, lê heya nekarîne wê armancê pêk bînin. + +Lewma çavdêr dibêjn ku heger vê carê kongra Yekîtiya Siyasî neyê girêdan dibe ku şêwazekî din ji yekgirtinê di navbera partiyên Rojavayê Kurdistan de bê dîtin + + +Germiyan (Rûdaw)- Du endamên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li bajarokê Kifrî ye ser bi devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ve hatin girtin. + +Çavkaniyekî ji asayişa Germiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Sêşem, li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyan ve, du endamên DAIŞê hatin girtin ku pileya yekî ji wan Walî bû."; + +Herwiha wî jêderî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ragihand, berî niha biryara girtina wan li gor madeya 4 ji yasaya Iraqê hatibû derxistin û da zanîn, dê sibe jî ew du kes radestî polîsên parêzgeha Diyala bên kirin, ji ber ku fermana girtina wan ji wê derê ve hatibû derxistin. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, ev demek bû ku wan her du kesan xwe li Kifrî veşartibûn û piştî ku lîsteyek bi navê kesên daxwazkirî gihîşt asayişê, ji aliyê dezgeha nehiştina tawanan li Diyala, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirin û di encamê de ew kes hatin girtin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad ragihand ku heta niha Yekîtiya Siyasî ti stratîjiyeke siyasî û mekanîzmeke kar ji xwe re amade nekiriye. Li ser lihevnekirina her du encûmenên Rojava jî Murad wiha got: EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê. +Xeyredîn Murad ku niha endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso ye, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. Murad ku îro, 18.03.2014, beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê li ser Rûdaw TV bû, ragihand ku wî dest ji karê siyasî bernedaye lê tenê wî dest ji karê hizbî û rêxistinî berdaye. +Xeyredîn Murad, rexne li serkirdatiya Yekîtiya Siyasî girt û got: ";Ez hatim Hewlêrê da ez beşdarî kongreyê Yekîtiya Siyasî bibim, lê mixabin min dît ku serkirdeyên Yekîtiya Siyasî û komîteya rêveber a ku amadekariyan ji bo lidarxistna kongrê dike, ti kar nekirine."; +Herwiha Murad berdewam kir ku ";Heta niha hê Yekîtiya Siyasî bernameya xwe ya siyasî û rêxistinî amade nekirine, pêwîstbû piştî sal û nîvekê ji ragihandina vê yekîtiyê bingehek baş û bihêz hatiba danîn, lê mixabin wiha nebû."; +Murda berdewam kir û got: ";Heta niha ti stratîjiya siyasî û mekanîzmek kar û xebatê ji vê yekîtiyê re nehatiye danîn û ev nû du rojin ku li ser wan her du bernameyan kar tê kirin."; +Wî siyasetmedarê Rojava her wiha amaje kir ku ev demeke ku serkirdatiya Yekîtiya Siyasî karê xwe li Hewlêrê dike lê heta niha wan tiştek bidest nexistine û diyare ku ";Destpêşxerî di dest wan de nîne di vê derbarê de."; +Xeyredîn Murda, destnîşan kir ku pêwîste kurd hemû lihev bicivin, û pêwîste Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) bi hev re hevkar bin û bi yek nêrîn û yek helwêst bin. +Herwiha derbarê lihevnekirina EGRKê û ENKSê de Murad got: ";Helbet hin sedem hene, niha her yek ji EGRKê û ENKSê bûye hevalbenda aliyekî, EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê."; +Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û biryar bû ku di 3ê Adarê de kongreya xwe ya yekîtiyê lidar xistiba da bibn yek partî, lê li gorî daxuyaniya Yekîtiya Siyasî ";Ji ber ku rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê nedan endamên kongreya wan derbasî Başûrê Kudistanê bibin"; kongreya xwe paş xistin. +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare heta 5ê meha Nîsanê Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixe. + + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojava û başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û li nêzîkî herêmên Şiyûx û Sirînê, şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina gel (YPG) û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAîŞ) ya girêdayî Qaîde berdewam in. + +YPGê ku baskê leşkerî PYDê ye di daxuyaniyekê de ragihand ";Di şerê li başûrê Kobanî û gundên derdora wê de, şer navbera wan û çekdarên DAÎŞê derket û di encamp de 3 çekdar hatin kuştin û cenazeyên 2 emîrên DAÎŞê di destê me de ne";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê bi çekên giran êrîşî her du gundên Cehde û Işmê yên li başûrê rojavayê Kobanî kirin û di encam de çend gundiyên sivîl birîndar bûn. + +YPGê herihwa aşkere kir ku di wî şerî de şervanên wan 4 çekdarên DAÎŞê kuştin û cenazeyê emîrekî wan ku bi eslê xwe misrî ye niha di destê şervanên wê de ye. + +Her li gor daxuyaniya YPGê, li gundê Xurus li başûrê rojavayê Kobanî jî şer di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de derket û di encamp de 9 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, di nav de du emîrên wan ên bi navê Ebû Yûsif el-Tenfîzî û Adem el-Şîşanî hene. + +YPGê diyar kir ku di şerê navbera wan û DAÎŞê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. + +Li hember vê yekê, YPGê bangewaziyeke fermî derxist û tê de seferberiya giştî li herêma Kobanî ragihand û ji hemû hêzên miletê Kurd xwest ku ew bi tev de li dijî êrîşên DAÎŞê li ser xaka herêma Kobanî derkevin û wê biparêzin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê û di encama êrîşa çekdarekî de 6 kes hat kuştin û pişt re wî çekdarî xwe kuşt. + +Li gor medyaya Tirkiyê, îro dora saet 8.30 bi dema Tirkiyê, çekdarekî bi navê Weysî Eren êrîşî rêveberiya amaran a Tirkiyê Li Kolana Ataturk a bajarê Qersê kir û di encam de 6 kes hatin kuştin û pişt re kesê çekdar xwe jî kuşt. + +Hat zanîn ku Weysî demekê di heman rêveberiyê de xebitiye. + +Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û cenaze rakirin nexweşxaneyên cuda. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li Erebistana Siûdî piştgiriyê nade karên terorîstî li Iraqê û divê Iraq têkiliyên xwe ligel hawîrdora xwe bi hêz bike. + +Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya el-Şerq el-Ewset ya erebî re got ";Me berî niha nizaniye ku Siûdiyê piştgiriya karên terorîstî li Iraqê dike û haya me ji ti dosyeyekê tine ye ku Siûdiyê bi piştgirîkirina rêxistin û grûpên terorîstî li Iraqê tometbar dike";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku şahê Siûdiyê Şah Ebdullah yasa û biryarên tund li dijî rêxistinên terorîstî derxistine û got ";Ligel van hemû yasa û biryaran, çawa Siûdiyê bi piştgirîkirina terorê tê tometbarkirin";. + +Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel televizyona France24 her yek ji Erebistana Siûdî û Qeter bi piştgirîkirina karên terorîstî li Iraqê tometbar kiribû. + +Derbarê vê yekê de, Nêçîrvan Barzanî got ";Ez matmayî dimînin bê çawa Malikî piştî rojekê ji derxistina wan yasa û biryarên li dijî teror û terorîstan, Siûdiyê tometbar dike";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Pêwîstiya Iraqê îro bi wê yekê heye ku têkiliyên xwe ligel welatên erebî bi hêz bike, bi taybet ku niha Iraq di krîzên ewlekarî û siyasî yên ku gefê li demokrastiyeta wê dike de derbas dibe";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew tometên Malikî dibe ku ji bo mebestên hilbijartinê bin û hêvî xwest ku di warê têkiliyên bi welatên cîhanê re Iraq sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev nêzîkî 8 mehane 2 malbatên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Stenbolê dijiyan, wendayî ne û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Îbrahîm Cemîl Horo û hevjîna wî Beheşt Mihemed Emîn Îsa û birayê wî Îsmaîl Cemîl Horo û hevjîna wî Mîdya Mihemed Emîn Îsa berî nêzîkî 8 mehan ji Helebê ber bi Stenbolê ve çûn û piştî heftiyekê xeber ji wan qut bû. + +Bavê Beheşt û Mîdya, Mihemed Emîn Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku her du keçên wî berî nêzîkî 8 mehan ligel mêrên xwe ji bajarê Helebê çûn Stenbolê û li wir ligel malbata xezûrê xwe xaniyek bi kirê girtin. + +Îsa diyar kir ku piştî gihiştin Stenbolê bi heftiyekê, her du keçan telefona dayika xwe kirin û ji wê demê de ti xeber ji wan tine ye. + +Îsa got ";Me hejmara telefona ku pê peywendî kirine li cem xwe qeyid nekiriye, lê me pişt re gelekî hewl da ku xwe bigihînin wan û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e";. + +Îsa ku bi xwe xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Başûrê Kurdistanê koçber bûye, daxwaz kir ku her kesê zanyarî li ser her du malabatn li cem wî hebe bila rabigihîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî navçeyên derdora herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ";Di demekê de grûpên Artêşa Azad li Şam, Deraa, Hums û Helebê şerê hêzên rejîmê dikin, çekdarên terorîst ên DAÎŞê navçeyên Kurdan dorpêç dikin û êrîşê wan dikin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê ev demeke êrîşî navçeyên Kobanî dikin û gelek komkujî li bajarên Cerablus, Şiyûx û Sirînê kirine û bi dehan kesên sivîl û şervanên Artêşa Azad îdam kirine. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞê gef li gundên Kurdan li herêma Girê Spî xwarine û ji xelkê xwestine gundan vala bikin da ku ji xwe re bikin navendên leşkerî. + +Şaxê Kobanî yê ENKSê tevî şermezarkirina wan êrîşan, daxwaz ji gundiyan kir ku ji axa xwe dernekevin û nehêlin çekdar derbasî gundên wan bibin, herwiha bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku destên hev bigirin û nehêlin grûpên çekdar ewlekariya herêma wan têk bibin. + +Her di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û hemû beşên din ên civaka Kurdî bi berpirsyariya li ser milên xwe rabin. + +Enqere (Rûdaw)-Nameya serokê PKKê Abdulah Ocalan ku biryare roja înê (21.03.2014) li newroza Amedê bi tirkî û kurdî bê xwendin gehişt destê şanda BDPê. + +Gorî agahiyên peyamnerê Rudawê bi destxistine name îro ( 19.03.2014) bi rêya wezareta Dadê gehişte destê şanda BDPê. + +Derbarê naveroka nameyê de her çend agahî ne hatibin dan jî tê pêşbînî kirin ku Ocalan di nameya xwe de nirxandineke berfireh li ser proseya aştî û çareseriyê bike. name dê di newroza amedê de bi zimanên tirkî û kurdî bê xwendin + +Hewlêr (Rûdaw)- Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê libnanî Ebdulwehab Bedirxan di paneleke taybet de ku duh, saet şeşê êvarê bi dema Hewlêrê li ser ekrana Rûdawê bi awayekî zindî hate weşandin,rola siyasî ya kurdên Sûriyê di rewşa niha ya Sûriyê de nirxand. + +Bedirxan ku bi awayekî sereke di rojnameya el-Heyat a Erebî de ku li Londonê derdiçe dinivîsîne, got: "kurdan li Sûriyê xwe ji nişkave di nava kirîzekê de dîtin ku rewşeke xweya taybet ne di sersiya rejîma ku em hêvî dikin bibe ya berê û nejî di sersiya şoreşa ku rû dabû zelal nekiribûn. + +Bedirxan diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyê de, rejîmê hewl da ku kurdan ber bi xwe ve vekşîne û opozisyon jî bi awayekî şaş derbarê kurdan de tevgeriya û bi tirs û bi heman eydyolocî û hişê kevin ê bi netewperestî û erebperestiyê barkirîbû nêzîkî daxwazên kurdan bû ku di rastiyê de çanda heman çavkaniya ku rejîmê jê vexwariye. + +Bedirxan got ew di wê baweriyê de ye ku rewş niha hinekî hatiye guhertin, ji ber ku beriya her tiştî Kurd an xwe bi xwe ji bo danûstandina bi rewşa Sûriyê re rêk xistin û li ser bingeha berjewendiyên xwe yên taybet û ev yek tê têgihştin û qebûlkirin û kurdan hewil nedan ku zer û ziyanê bighînin şoreşa Sûriyê û ev jî karekî baş e û zû tevlî biçekkirina şoreşê nebûn û ev yek jî şoreşa Sûriyê tê de ne serkeftî bû. + +ji aliyekî din ve, Bedirxan got ku rejîmê karîbû destê xwe derbasî nav rêzên kurdên Sûriyê bike di rêya paşmayên PKKê ku bi Ocelaniyên nû bi navkirin, ango Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi gotina wî lîstika rejîmê dilîze û zirar gihandiye doza kurdên Sûriyê, lê Bedirxan diyar kir ku beşek din ji kurdan ligel hevpeymaniya opozisyona Sûriyê kar dike û bi omîdî ye ku pirsa kurd di Sûriyeke demokrat de bê çareserkirin û got ev e rêya rast li pêş kurdan. + +Derbarê helwesta opozisyonê ji mafên kurdan, Bedirxan got opozisyon ne li dijî mafên kurdan li Sûriyê ye lê ew dibêje ku ew ne di rewşekê de ye ku karibe van mafan bi hûrgilî bipejirîne û da zanîn ku pêşketineke mezin di helwesta opozisyonê de ji mafên kurdan rû daye û tekez kir got divê opozisyon hemû mafên kurdan weke neteweyeke cîwaz qebûl bike. + +Di heman çarçoveyê de, rawêjkarê berê yê serokomarê Îraqê Celal Talbanî, nivîskar Kameran Qeredaxî diyar kir di sersiya vê rewşa zehmet de, pêwîst e ku kurd sûdê ji ezmûna tevgera kurdî li Başûrê kurdistanê û ji pêwendiyên xort di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de erbigrin ji bo darijandina hinek hevtêgihştina ku wê di berjewndiya wan de bin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ParlamenterêBDPê yê Şirnexê, Hasîp Kaolan ragihand ku, 945 pirsname di parlamanê de derbarê wî hatin vekirin, û piranî li ser mijarên raman û zimanê kurdî bû, û hemû car jî elenî bû. + +Kaplan di civîneke çapemeniyê di Parlamentoya Tirkiyê de diyar kir ku,çima ewqas hikûmeta AKPê dixwaze ew pirsname nehînî be, çima wek yên ku bi wan re kirine ne elenî bin. + +Hasîp Kaplan derbarê biryarên dadgeha mafê mirova ya Ewropayê ya ku girêdayî Ocalan de got, pêncî salî Tirkiyê dixwaze têkeve Yekîtiya Ewropa û ji bo wê jî hemû biryarên wan pêk tîne, lê dema ku mijar gihîşte Ocalan, dibêjin ew biryar wan girê na de. + +ParlamenterêBDPê yê Şirnexê da zanîn ku, serokê başûrê Afrîqiyayê Nîlson Mandela dema ku ji zîndanê derket pêvajo bi serxist. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bo cara yekem piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke Elmanya bo wergirtina çareseriyê, vîdyoyek bo Serokomarê Iraqê Celal Talebanî tê tomarkirin, û biryare di dema kampaniya hilbijartinan de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê vîdyoyê belav bike. + +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, pizîşkê taybet yê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm di serdana xwe ya dawiyê de bo Talebanî li Elmaniyayê, ku roja 6-7 Adarê encamdaye, dîmenek vîdyoyî ligel xwe aniye ku tê de Talebanî derdikeve û di axive. + +Herwiha di wê dîmena vîdyoyî de derdikeve ku rewşa tendirûstî ya Talebanî ber başiyê ve çûye, her wek ku berpirsên YNKê tekez dikin. + +Rûwadê zaniye ku niha berpirsên pile bilind ên YNKê mijûlê amadekirin û montajkirina wê vîdyoyê ne, da di dema kampaniya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê de, ku biryare roja 01.04.2014 vdestpê bike, biweşîne. + +Celal Talebanî ku heman demê Sekreterê Giştî yê YNKê ye, ji dawiya sala 2012an ve ji ber kirîza mêjî li yek ji nexweşxaneyên Elmanyayê tê derman kirin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Şer û pevçûnên Ii navçeyên derdora herêma Kobanî û bi taybet li gundên Kurd û Ereban ên girêdayî bajarokê Sirînê, berdewam in. + +Li gor daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, ";di şerê li gundên Sirînê de şervanên YPGê û yên Artêşa Azad bi hev re şerê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dikin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê bi çekên giran wek topxane û tankan êrîşî gundên Sirînê dikin û ji ber vê yekê xelkê wan gundan ber bi bajarê Kobanî ve direvin. + +YPGê herwiha got ";Di şerê ku ji roja sêşemê de giran bûye, zêdetirî 70 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin"; di nav de 3 emîrên wê rêxistinê hene ku YPGê berî niha gotibû cenazeyên wan di destê şervanên wê de ne. + +YPGê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di şerê li nêzîk Sirînê de 3 şervanên YPGê û şervanekî Artêşa Azad jiyana xwe ji dest dan. + +YPGê herwiha aşkere kir ku têkiliya wê bi grûpeke şervanên YPGê re nemaye û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Ceazneyên her sê şervanên YPGê duh bi beşdariya hejmarek mezin a xelkê li goristana gundê Termik li herêma Kobanî hatin binaxkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya rojnameya Rûdawê ya Kurdên diyasporayê bi manşêt û mijarên gellekî girîng ket ber destê xwendevanan. + +Rûdawa çapa Ewropa di hejmara xwe ya 241 de mijarên girîng û balkêş dixe ber destê xwendevanên xwe û di serî de hevpeyvîna Rûdawê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ku tê de behsa pêvajoya aştiyê û çend pirsên girêdayî têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de dike. + +Herwiha Rûdawê ji bo şeydayên hunerê jî hevpeyvîneke taybet bi hunermend Şeyda re kiriye. + +Di hejmara nû ya Rûdawê de ev mijar cih digirin: + +-Sebriyeya 100 salî gihişt miradê xwe + +-Dîroknas: Siyaseta Tirkiyê ya Newrozê sextekariya dîrokê ye + +-Abdullah Gul li xwe mikur hat: Di meseleya Kurdan de me şaşî kir + +-Li Sûriya ketî Kurd mijûlî avakirinê ne + +-Zubêr Aydar bang li Kurd û Îsraîliyan dike + +-Li Başûr hejmara koçberan gihiştiye 600 hezaran + +-29ê Nîsanê peykerê Helepceyê tê danîn + +-Şeyda: Ez bêyî wî tine me + +-Çima Buhara Erebî bi ser neket? + +Ligel çend gotar û mijarên din ên civakî, bijîşkî û zarokan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurd gelek qurbanî dane û ew qurbanî wiha naçin û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û hêvî xwest herdem di xweşî û bexteweriyê de bin. + +Barzanî di peyama xwe de got ";Gelê me di rêya xebat û azadîxwaziyê re gelek êş dîtine û gelek qurbanî jî dane, ez dixwazim dilê ji wan re tekîd bikim ku xebat û qurbanîdana we wiha naçe û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye";. + +Barzanî diyar kir ku Kurdistan wê hemû astengan derbas bike û bêtir pêşbikeve. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemû aliyekî kir ku yekrêzî, tevahî û kultûra bihevrejiyan û aştîxwaziyê bihêztir bikin. + +Barzanî herwiha got ";Em bi hev re bi hêz in, em bi hev re serdikevin û welatê xwe pêş dixin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de daxwaz ji hemwelatiyan kir ku xweza û siruşta Kurdistanê biparêzin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku kabîneya heştem a hikûmetê bi beşdariya hemû aliyan bê pêk anîn, herwiha daxwaz kir ku hemû alî bihev re gavên mezin bo xizmetguzariyeke baştir û peydakirina xweşî û avedaniyê bo Kurdistaniyan biavêjin. + +Bi helkefta cejna Newrozê, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir. +Di peyamê de hatiye: ";Hatina cejna Newrojê û sersala Kurdî, cejna bihar, azadî û nûbûna jiyanê, bi germî li malbatên şehîdan, pêşmerge, hemû gelê Kurd û tevaya Kurdistaniyan li her cihekî pîroz dikin."; + +Herwiha Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku Newroza îsal ";Cejna kameranî, bihêzbûna pêkve jiyanê û lêborînê û bidestxistina hemû hêvî û xewn û xwestekên Kurdistaniyan di serkeftina yekcarî, azadî û bidestxistina hemû mafên xwe li hemû beşên Kurdistanê be."; + +Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku kabîneya heştem a hikûmetê bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn herwiha daxwaz kir ku hemû alî bihev re gavên mezin bo xizmetguzariyeke baştir û peydakirina xweşî û avedaniyê bo Kurdistaniyan biavêjin. + +Di dawiyê de jî, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê carek din cejna Newrozê li hemû akiyekî pîroz kir. + + +Hewlêr (Rûadw)- Hat zanîn, hevjîna serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê bibe. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi şandeke payebilind serdana Bakurê Kurdistanê dike ji bo beşdariyê di ahenga cejna Newrozê de li bajarê Amedê. + +Li gorî daxuyaniyeke Encumena Serkirdatiya YNKê, şanda YNKê ji Berpirsê Desteya Kargirî ya YNKê Mela Bextiyar, hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed û endamên polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre û Şalaw Kosret Resûl (bi nûneartiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî) pêk tê. + +Ev serdana şanda YNKê li ser vexwendina fermî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ye. + +Tevî YNKê, aliyên din yên siyasî li Herêma Kurdistanê jî ji aliyê BDPê ve hatine vexwenidn bo cejna Newrozê li Amedê, lê ti serkirdeyekî wan aliyan beşdarî merasima vêxistina agir li Amedê nabin û tenê wê nûnerên xwe bişînin. + + +Îdir (Rûdaw) – Endama şanda Îmraliyê û parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan, diyar kir ku eger nameya Ocalan a Newrozê ji aliyê hikûmetê ve cidî neyê girtin dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. +Îro li gellek bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi çalakiyên cur bi cur cejna Newrozê hat pîrozkirin. Li bajarê Îdirê jî BDPê cejna Newrozê bi mîtîngê pîroz kir. +Di mîtîngê de jibilî parlamenterên BDPê Pervîn Bûldan û Sirri Sakik, gellek berpirsên din ên BDPê û bi hezaran welatî beşdar bûn. +Pervîn Bûldan, ku di heman demê endama şanda Îmraliyê ye jî, axaftinek kir û ragihand, sibê li Amedê nameya rêberê PKKê Abdullah Ocalna a Newrozê dê were xwendin û got, ew name pir girîng e. +Bûldanê hişyarî da hikûmetê û diyar kir, eger ev name jî neyê cidîgirtin wê çaxê dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. +Sirri Sakik jî di axaftina xwe de ji hikûmetê xwest, divê destê Ocalan di pêvajoya aştî û çareseriyê de bihêzkirin ji ber ku eger wisa nebe dê dîsa şer û pevçûn dest pê bike. +Nameya Ocalan ku çend roj berê gihîşt destê rayedarên BDPê, dê sibê di cejna Newrozê ya Amedê de were xwendin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Biden cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurd pîroz kir û hêviya bextewerî û serkeftinê bo xelkê Kurdistanê xwest. + +Di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Cîgirê Serokê Amerîka cejna Newrozê li Barzanî û gelê Kurd pîroz kir. + +Li gor nûçeyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê peywendiyê de Biden û Barzanî behsa bihêzkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kirin, herwiha Cîgirê serokê Amerîka hêviya bextewerî û serkeftinê bo xelkê Kurdistanê xwest. + +Barzanî û Biden herwiha behsa rewşa siyasî li Iraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin, û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û lihevtêgehiştinê re bên çareserkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim ragihand ku teqîna ku 11ê Adarê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çêbûbû ";Dibe ku tiliya rejîma Sûriyê tê de hebe."; + +Roja, 11.03.2014, grûpeke çekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e, kirin û du xwekuja teqand ku di di encam de 12 kesan jiyanan xwe jidest dan. + +Mislim ku niha li welatê Norwîcê ye, ji ajanseke nêzîk PYDê re behsa şerê di navbera YPGê, ku baskê leşkerî yê PYDê ye, û rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de kir û got: ";Egereke mezin heye ku destê hikûmeta Sûriyê di wî şerî de hebe."; + +Herwiha Hevserokê PYDê balkişand li ser şerê di navbera PYDê û DAIŞê de, li derdoa bajarê Kobanî û wiha da zanîn: ";Nêzîk 100 kuştiyên DAIŞê hene, beşek ji cenazeyên wan jî di dest YPGê de ne."; + +Li aliyê din Salih Mislim da zanîn ku ";Tankên ku çekdarên DAIŞê bikar tînin, ên rejîma Sûriyê ne û heta niha em bigumanin bê çawa ew tanê ketine destê DAIŞê de."; + +Hevserokê PYDê got ku di hevdîtinên wan ên ku li Norwîcê berdewam dikin ";Nûnerên el-Parî, PYDê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê tê de cih digrin."; + +Amed (Rûdaw)- Îro şahiya herî mezin a Newroza Bakurê Kurdistanê li Amedê tê lidarxitsin, ku birayre tê de Parlamentera BDPê Pervîn Bûldan nameya rêberê PKKê Abdulla Ocalan bi zimanê Kurdî bixwêne. + +Li gorî ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji bajarê Amedê ragihandiye, gelek şand ji her çar aliyê Kurdistanê di Newroza li Amedê de beşdarin. + +Peyamnêrê me ragihand jî ku dê nameya Ocalan bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama şanda Îmraliyê û parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan ve û bi zaimanê Tirkî ji aliyê Cîgirê hevserokên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder, bê xwenidn. + +Ji aliyek din ve peyamnêrê Rûdawê li Amedê da zanîn ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Newroza li Amedê bûye. + +Herwiha birayre Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî nameya Barzanî di Newroza li Amedê de bixwîne. + +Ji aliyek din ve peymanêrê me da zanîn şande ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku ji Berpirsê Desteya Kargirî ya YNKê Mela Bextiyar, hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed û endamên polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre û Şalaw Kosret Resûl (bi nûneartiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî) pêk tê. + +Nameya rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja, 19.03.2014, bi rêya wezareta Dadê gehişte destê şanda BDPê. + +Duh, 20.03.2014, parlamentera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan, diyar kir ku eger nameya Ocalan a Newrozê ji aliyê hikûmetê ve cidî neyê girtin dibe ku Ocalan ji pêvajoyê vekişe. + + +Amed (Rûdaw)- Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ragihand ku gelê Kurd bûye haveynê aşitî û biratiyê li seranserê cîhanê. + +Osman Baydemîr, di gotarekê de ku di ahenga Newroza li Amedê de pêşkêş kir, got: ";Şukir ji Xuda re ku êdî dayikên me nema digirîn, êdî nema cenazeyên polîs û gêrîlleyan bi ser me de tên."; + +Herwiha Baydemîr di gotara xwe de got ku êdî Kurd li seranserê cîhanê bûne ";Haveynê aşitî û xweşk û biratiyê."; + +Herwiha Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew dê bimîne di xizmeta Amedê de û hêvî ji xelkên Amedê xwest ku gerdena wî azad bikin û got: ";Ez xatir ji we dixwazim. Amed heqê xwe helal bike, û ez Gultan Kişanak û Firat Anli emaneta Amed û Xuda dikim."; + +Osman Baydemîr ji cemawerên li Amdê ragihand ku ";Roja 31ê Adarê emê Newroza duyem li bajarê Rihayê pîroz bikin."; + +Ev 10 sal bûn ku Osman Baydemîr di posta Şaredarê berê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû. + +Niha jî Baydemîr namzetê hevşeraderiya Bajarê Mezin a Rihayê ye, ku li ser daxwaza rêberê PKKê Abdulla Ocalan hatiye namzet kirin. + + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk got ku heta rêberê PKKê Abdulla Ocalan azad nebe ";Aşitî û aramî pêk nayê."; + +Ehmed Turk di gotarekê de bi helkefta cejna Newrozê, ku li ahenga Neworza Bakurê Kurdistanê li Amdê pêşêş kir bixêr hatina mêvanên ji her çar aliyên Kurdistanê kir û got ku: ";Divê gelê Kurd yekîtiya xwe berfereh bike, xwe ji bo paşerojê re amade bike."; + +Serokê Giştî yê KCDê li ser nameya Ocalan got: ";Oclan di Newroza Amedê de carek din hizra xwe tîne ziman."; + +Ehmed Turk da zanîn jî ku ew ";Dixwazin dengê gelê Kurd bighînin hemû cîhanê, bi rengê partiya xwe, bi rengê partiya Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) hemû bajarên Kurdistanê bikin bi rengê azadiyê, bikin bi rengê bi rengê partiyê û bikin bi rengê Kurdistanê."; + +Herwiha Ehmed Turk amaje kir ku gelê Kurd Ocalan nahêle di zindanê de û got ";Heta Ocalan neyê azad kirin aşitî û aramî pêk nayê."; + +Di dawiyê de sarlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wiha got: ";Ez Newroza gelê Kurd pîroz dikim, serkeftin bo gelê me. Serkeftin bo Kurdistana me. Serkeftin bo têkoşîna azadiyê."; + + +Amed (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di nameya xwe ya Newrozê de ku ji aliyê parlamentera BDPê Pervîn Bûldan (bi kurdî) û parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder (bi tirkî) ve hat xwendin, tekestî li ser berdewambûna pêvajoyê û destpêkirina qonaxa muzakereyê kir. + +Wek diha çaverêkirin, nameya Ocalan bo Newroza îsal, îro di merasima pîrozbahiya cejna Newrozê de li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê li pêşberî girseya milyonî hat xwendin. + +Naveroka nameya Ocalan wiha ye: + +"Hemû dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba! +Ez gelê xwe yê li Mezopotamyayê ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newroza bihişmet veguherandşahiya hişyarbûn û demokrasiyê, silav dikim. +Di şexsê we de ez hezkirinên xwe dişînim ji hemû jin û ciwanên welatê xwe re. +Ez bangî her kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re ciyek veqetandiye, li dengê me guhdar kiriye dikim. +Bila seranserê Tirkiyê, bi ruhê piştgiriya bi sedan sal bibin yek. +Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim. +Ji we tevayan re, silavên jidil û can dişînim. Merheba..! +Me agirê şer ê ku şitlên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bona aştiyê meşxela vejîneke mezin pêxistibû. +Gelê Tirkiyê yê xoşewîst! +Dîrokê nîşanî me daye ku eger rêbertiyeke aştiyê ya bibiryar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên bixwîn û elem û mirin bidin me. +Pirsa herî bişewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, ev e ku gelo bila kûdeta her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin. +Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawîn û heta îro em dijîn, tam jî vê rêya veqetînê ku dijwarttir dibe nîşanî me dide. Ya ew ê rêjîma komploker û kûdetager ya ku pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nû ve xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rêjîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û kûdetager parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên rêyên navber û demî êdî wextê xwe dagirtine. +A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî niyetên hev ên qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikûmetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî pêgiriyekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê ji bona aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Xala ku em hatinê, ji bona sîstematîka muzakereyan divê çarçoveyek qanûnî were çêkirin çimkî ev yek ferz e. +Aştî ji şer zortir e, lê di dawiya her şerekî de aştî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin. +Berxwedana me ne li hember gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker, a ku tine dikir û zilimkar bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bona hikûmet û dewletan e, ji bona gelên ku nirxên vê axê yên kevin û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Enedolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikûmet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gorî vê rastiyê ye. +Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê (paytexta Norveçê) heta Parîsê (paytexta Fransayê), ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser girtiyên nexweş, rastî gellek êrîşan hatiye. Ya ku van lîstokên qirêj tev xera bike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirina hemû pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ku me daye, heye. Li hember komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye. +Herwiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ewê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ew e bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin. +Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax ew ê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin. +Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ew ê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê. +Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, dê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr. +Gelê me yê ku di serî de Ewropa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ew ê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre. +Hemû rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tinebûnê ve çûye, bi vîna xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ew ê bibin sparteka me ya bingehîn. +Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ew ê gelên Tirkiyê bibin bersiva herî xurt. +Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ew ê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we hemiyan silav dikim. +Bangî her kesên ku li hemberî dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin, dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin. +Silav li yên ku ji bona biratiya gelan dixebitin. +Silav li bargiranan. +Bijî Newroz! +Bijî biratiya gelan! +Abdullah Ocalan +Girtîgeha İmraliyê +21’ê Adarê 2014" + + +Serêkaniyê (Rûdaw/ANF) - Hêzên YPG'ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî bargehên çekdarên DAIŞ'ê ku êrîşî herêmê dikirin, çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de 12 çekdar hatin kuştin. + +Li gorî aghiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine giritin hêzên YPG'ê şevê din li dijî bargehên komên çekdar ên girêdayî rêxistina bi navê DAIŞ'ê yên gundê El-Rawî ya rojavayê Serêkaniyê ku çekdaran ji wir êrîşî herêmê dikrin, çalakî lidarxistin. + +Çavkaniyên YPG'ê destnîşan kirin ku di encamê de 12 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin û bi dehan çekdar birîndar bûne. + +Gundê Rawiya 27 kîlometre li rojavayê Serêkaniyê dikeve û 2 kîlometre rojavayê gundê Til Xenzîr ku 2 rojan berê hêzên YPG'ê ji destê çekdaran rizgar kirine, dikeve. Ji wî gundî DAIŞ'ê gundên herêmê bi hawanan topbaran dikir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, kesên nenas narincokek avêtine avahiya PDKê li bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. + +Berpirsê PDKê li bajarokê Sengeserê yê girêdayî bajarê Raniye li parêzgeha Silêmaniyê Îbrahîm Şêxe, ji Rûdawê re got, îşev saet 8:45 narincokek ji aliyê kesên nenas ve bo nav avahiya PDKê hat avêtin. + +Îbrahîm Şêxe da zanîn, di bûyerê de ti ziyanên malî û canî çênebûn û lêkolîn derbarê bûyerê de didomin. + +Amed (Rûdaw) - Pîrozbahiya cejna Newroza li Amedê ku zêdeyî du milyon kes beşdar bibûn û bi silogana "Serokatiya Azad, Kurdistana Azad" pek hat, bi dawî bû. + Îro li Amedê li Qada Newrozê bi silogana "Serokatiya Azad Kurdistana Azad" Newroza dîrokî bi tevlêbûna bi milyonan kes pêk hat. Berî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes şeva xwe li qada Newrozê derbas kir. Ji saetên serê sibê de bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên rengareng bi otomobîl û meşê herikîn qada Newrozê. + +Ji bo Newroza bi milyonan meşa ber bi qada Newrozê ve heta piştî nîvro berdewam kir. Di saetên nîvro de bi milyonan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseyên ku bi meş, bi kamyon, pîkap û otobûsan berê xwe dan qada Newrozê, bi cil û bergen xwe yên rengîn rengê mihrîcanê ava kirin. + +Girseya ku gihişt qada pîrozbahiyê posterên pêşengên PKK'ê û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û rengên kesk, sor û zer vekirin û qada Newrozê xemilandin. Li ber dergehên qada Newrozê de hêzên ewlehiyê lêgerînê kirin. Li qadê bi sedan alên PKK'ê û KCK'ê û bi sedan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. + +Dî pirozbahiyê de ciwanek ji 10 metre bilindahiyê ket xwar û rakirin nexweşxaneye. Di anonsa ku ji bo Ocalan û Kurdistanê de Azadî hat xwestin bi milyonan bi yek dengî got "Azadî". +Qada Newrozê ji serî heta binî bi rengê kesk, sor û zer xemilî. Li gel alên PKK'ê û KCD'ê alên KJB û YDG-H'ê jî hatin vekirin. Fîguherên Kawayê hesinkar hat vekirin. Poster û wêneyên pêşengên PKK'ê hatin vekirin. Bi deh hezaran ji bajarên derdorê hatin. Dîsa ji gellek zanîngehan xwendekar hatin. Ji gellek welatan heyet hatin û Newroz pîroz kirin. + +Ji ber otomobîlên zêde trafîk xitimî. Di pîrozbahiyêde nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin û yekem car ji dengê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyam hat xwendin. + +Bi milyonan kesên ku li gel germa zêde li hev kom bibûn, heta saetên êvarî bi coşek mezin berdewam kir. Di pîrozbahiyê de liber stranan govendên fireh hatin gerandin û piştî saetên êvarîe belav bûn. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li Dêrsîmê digel Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel, Namzeda Hemşaredara Amedê Gultan Kişanak, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Şaredarê Pêrtagê Kenan Çetîn, Şaredarê Xozatê Cevdet Konak, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ender Îmrek, Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sitki Gongur, Namzedên Hevşaredar ên Dêrsîmê Nûrhayat Altûn û Mehmed Alî Bûl, navzedên Yekîtiya Hêzên Şoreşger (BDP, EMEP, HDP, TKP-1920, ESP, Partîzan) hevşaredariya navçeyên Dêrsîmê û bi beşdariya hezaran hemwelatiyan li Meydana Seyîd Riza Cejna Newrozê hat pîrozkirin. + +Piştî axaftinên nûnerên rêxistin û partiyan, hunermend Mîkaîl Aslan, Sûavî, Erdogan Emîr, Meral Tekçî û Elî Baran bi stranên xwe şahiya Newrozê geştir kirin. + +Hevseroka HDPê Sebahat Tûncelê cejna amadebûyiyan pîroz kir û got, "Îro Newroz e, Newroz roja hêvî û berxwedanê ye. Em îro dîsa agirê Newroz dadidin, çar hezar sal e di serî Kurd gelê Rojhilata Navîn li hemberî zulm û sitemkariyê, azadîxwazan her dem agirê Newrozê geş û berz kirine." + +Tûncelê bal kişand ser heyama ku Newroz qedexe bû û di vî warî de wiha berdewam kir: "Ji bo em wan qedexeyan ji nav bibin, em di hemû Newrozan de daketin kolanan. Niha Newroz weke mîhrîcanên mezin tên pîrozkirin; ev bi saya berxwedêran pêk hat." + +Hevseroka HDPê got ku piştî Mazlûm Dogan, wateya din a Newrozê jî par lê hat zêdekirin. Tûncel, wiha pê de çû: "Bi Newroza 2013an re Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi danezanekê pêngaveke nû da destpêkirin ku armanca ew e ku di çarçoveya aştî û demokrasiyê de kêşeya Kurd bê çareserkirin. Ger dewlet jî bersiveke rast bide, dê ev yek bi xwe re ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê deriyekî nû vebike. Evderiyê aştiyê ye. Hevalên hêja, di hundirê sala borîde aliyê Kurd berpirsyariyên xwe bi cih anî, lê dewletê ti gavekê ku çareseriyê bi pêş dixe neavêt. Berovajî, dewleta Tirkiyê ket nav hewla gavên ku bi provakasyonan dixwaze pêvajoyê têk bibe. Em niha li Dêrsîmê li warê Sakîne Cansizê ne. Xwastin ku bi kuştina hevala Sakîne û hevrêyên din re re pêvajoya aştiyê jinav bibin." + +Tûncelê derbirî ku armanca kuştina Sakîne Cansizê ew bûye ku pêvajoya aştiyê û berxwedêriyê bişkênin û wiha axivî: "Sakîne Cansiz kî ye? Sakîne Cansiz jî mîna Mazlûm Dogan li Zîndana Amedê li ber xwe daye. Bi wêrekî tifî rûyê îşkencekarê xwe kiriye." + +Der barê mijarê de Tûncelî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hefteyeke berê Serokwezîr (Rûdaw: Recep Tayyîp Erdogan) serdana bajarê Rihayê kir. Serokwezîr got ku tiliya Cemaata Gulen di nav komkujiya li Parîsê de heye. Em jî ji Serokwezîr dipirsin, madem tu ji vê yekê agahdar î, tu çima berpirsan dernaxe meydanê, tu çima berpirsên vê komkujiyê dadgeh nakî? Ta ku tu berpirsan eşkera nekî, tu jî hevparê vê komkujiyê yî." + +Piştî Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Serokwezîr Erdogan, Hevseroka HDPê berên rexneyên xwe yên tûj vegerand ser Partiya Gel a Komarî (CHP) û Serokê Giştî yê vê partiyê Kemal Kiliçdaroglû. Tûncelê, got: "Derket holê ku bi hikûmeta AKPê aştî pêk nayê. Çend roj berê Kiliçdaroglû hat vir. Çi got? Got ku aştî ne di bin yekdestiya AKPê de ye. Kiliçdaroglû dibêje ku ez jî kurê vê axê me, Kiliçdaroglû tu hat Dêrsîmê te li vir hesabê Sakîne Cansizê pirsî? Te ji Serokwezîr pirsî û got ku gelo di kuştina Sakîneyan de berpirsyariya we çi ye? Kiliçdaroglû tu û partiya xwe ya ku dîroka wê bi pelên reş tije ye, çawa aştiyê tîne. Ji bo zimanê zikmakî, mafên çandî û nasnameyî yên gelê Kurdistanê pêşniyara û projeya te çi ye? Tu tenê dibêje ku perwerdeya zimanê zikmakî dê Tirkiyê parçe bike û tu li dijî diyalog û muzakereyên aştiyê yî. Gelo tu were ser hikum, tu yê bi birêz Ocalan re muzakereyan berdewam bikî? Gelê me azadiyê dixwaze. Tenê bi gotina aştiyê, aştî pêk nayê. Li vir êşên mezin qewimîn, li her malekê kêmanî şehîdek heye. Lewma ji bo gelê me aştî, nasîna zimanê zikmakî, mafên nasnameyî û çandî û xwerêvebirinê ye." + +Sebahat Tûncelê diyar kir ku armanca êrişên li dijî HDPê, têkbirina rêya aştiya gelan e. Tûncelê got ku di nav aliyên ku êrişî partiya wê kiriye de Komeleya Ramana Hemdem a Ataturkî û AKÛT (Rizgarkerên di bin Kavilên Erdhej û Afatan de Mane) heye. + +Herwiha Tûncelê got ku ew piştî hilbijartinên herêmî 'Xweseriya Demokratîk' îlan nakin û wiha domand: "Jixwe me carê Xweseriya Kurdistanê îlan kir. Qey em gavê lehzê, xweseriyê îlan nakin. Niha em Kurdistana Xweser ava dikin." + +Gultan Kişanakê jî got, "Dêrsîm dastanekê ye, evîn e, nasname ye. Îro li Dêrsîmê giyan, serhildêrî û berxwedêriya Newrozê heye." + +Kişanakê bal kişand ser mîtînga CHPê ya Dêrsîmê û wiha pê de çû: "Kiliçdaroglû li vir mîtîng li dar xist, lê nikaribû yek carekê jî navê Seyîd Riza bînin ser zimanê xwe û ji Meydana Seyîd Riza gotin Meydana Kişlayê (Rûdaw - Kişla: Baregeha Leşkerî). CHP xwe çiqas diniximîna bila biniximîne, mantalîteya CHPê berdewamiya mantalîteya komkujiyan a 90 sale ye. Berdewamiya mantalîteya pişaftin û înkar û jinavbirinê ye." + +Kişanakê got ku 'mantalîteya Îtîat Terakî' bi rêya CHPê û bi hevkariya 'dewleta parelel a Fethullah Gulen' dixwaze xwe dîsa zal bike. + +Şahiya Cejna Newrozê li Dêrsîmê bi staranên hunermendan ta êvarê berdewam kir. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Umrekarekî din ê Başûrê Kurdistanê li Erebistana Siûdiyê koça dawî kir û bi vê yekê hejmara umrekarên ku di vê demsala umre de mirine gihişte 5 umrekaran. + +Rêveberê ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî di daxuyaniyekê de ragihand ku duh înê umrekarekî din ê Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdiyê koça dawî kir. + +Ew umrekar bi navê Elî Kakebira Hemehisên e û xelkê parêzgeha Silêsmaniyê û ji ber dilê wî sekinî mir. + +Neqişbendî bal kişand ku piştî wergirtina razîbûna malbata wî, cenazeyê wî li gorisatana bajarê Mekke bi xakê hat spartin. + +Rêveberê ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî herwiha got ku ji destpêka demsala îsal a umre de û heta niha nêzîkî 25 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê umre kirine. + +Neqişbendî aşkere kir ku berî bêhnvedanên Newrozê, her roj 500 heta 600 kesan ji Başûrê Kurdistanê diçûn umreyê, lê di rojên Newrozê de ew rêje gelekî kêm bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê ku ev çend hefte ne li herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derketiye, li hin cihan rawestiyaye û li hin cihan ji nû de destpêkir. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji îro serê sibehê zû de, şerê di navbera YPGê û DAÎŞê de li gundê Kendalê ê girêdayî herêma Girê Spî li rojhilatê Kobanî destpêkiriye. + +Gundê Kenalê hemû nişteciyên wê Kurdin û di şerê ku berî çend mehan navbera YPG û DAÎŞê de derketibû, piraniya nişteciyan ji gund derketin û berê xwe dan Kobanî û Bakurê Kurdistanê. + +Her li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, şerê navbera her du aliyan li rojava û başûrê Kobanî rawestiyaye û niha bi tenê şer li gundewarên bajarokê Girê Spî yê di bin kontrola DAÎŞê de li rojhilatê Kobanî heye. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku çekdarên DAÎŞê bi hawin û tankan gundê Kendalê topbaran dikin û ji her du aliyan de kuştî û birîndar hene. + +Her du aliyên şer hejmara kuştî û birîndarên xwe aşkere nakin, lê belê YPGê di daxuyaniyekê de got ku şervanên wan bi dehan çekdarên DAÎŞê di şerê li gundê Kendalê kuştine. + +Şerê di navbera YPG û DAÎŞê de piştî wê yekê destpêkir ku di destpêka vê mehê de çekdarên DAÎŞê pira Qereqozaqê û çend gund û bajarokên girêdayî parêzgeha Helebê li nêzîk Kobanî xistin bin kontrola xwe. + +Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, DAÎŞê di gotara duh ya roja înê de li navçeyên di bin kontrola wê de ragihandiye ku ";ewê bajarê Kobanî jî tevlî sînorê dewleta xwe ya îslamî bikin";. Roja pêncşemê jî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundên Til Xidir û Til Kundir ên herêma Girê Spî û gundî bi zorê ji her du gundan derxistin. + +Li hember van gefên DAÎŞê ku opozîsyona Sûriyê jî wê wek alîgira rejîmê dide naskirin, şaxên her du encûmenên kurdî li bajarê Kobanî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihandin ku ";DAÎŞ bi van karên xwe hewla guhertina demokgrafiya herêma Girê Spî dide";. + +Her du encûmenên kurdî tekîd kirin ku ew piştgiriya YPGê û ketîbeyên Artêşa Azad di şerê li dijî DAÎŞê de dikin û bang li hemû xelkê Kobanî kirin ku li hember van êrîşan bibin yek û destê hev bigirin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê agir girte embareke mazotê û bi temamî şewitî. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro derdora saet 12ê nîvro bi dema Qamişlo agir girte embareke mazotê li cadeya Munîr Hebîb li bajarê Qamişlo û di encam de embar bi temamî şewitî. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nehêştin ti kes ji nêzîk ve wêneya şewatê bigire. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, ziyanên agir bi tenê madî bûn û heta niha nediyar e bê di bûyerê de kuştî û birîndar hene yan na û sedema pêketina agir jî ne xuya ye. + +Embara ku di nav avahiyên niştecîbûnê de ye, ya hemwelatiyekî bi navê Mehmûd Hecî Xidir e. + + + + + + +Efrîn (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 10 ciwanên Kurd girtin, yek ji wan zarokekî 13 salî ye ku piştî lêpirsîna hat berdan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdwê li Efrînê ragihand ku roja pêncşemê (20/3/2014) derdora saet 12ê nîvro li gundê Tirundê yê girêdayî Efrînê dema 10 ciwan û zarok diçûn ser çiya ji bo pêxistina agirê Newrozê ew ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin dorpêçkirin û pişt re hatin girtin. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku yek ji wan girtiyan 13 salî ye bi navê Amîd Sîdo û piştî lêpirsîneke 5 saetan hate berdan, lê hîn 9 kesên din nehatine berdan. + +Li gor agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, muxtarê gundê Tirundê ji bo berdana girtiyan serî li navenda asayişa PYDê li Efrînê da û asayişê jê re gotiye, ";ew 9 ciwan bi tawanên siyasî hatine girtin û tawana duyem jî ew e ku stranên netewî di mobaylên wan de hene û sermilkek ji rengê ala şoreşa Sûriyê li ser milê yekî ji wan bû";. + +Navên her 9 kesên girtî ev in: + +1-Samî Sîdo +2-Nêçîrvan Sîdo +3-Kawa Ebdelo +4-Mesûd Ebdelo +5-Xelîl Ebdelo +6-Ehmed Ebdelo/ 16 salî ye +7-Mihemed Umer +8-Bengîn Ebdelo +9-Rênas Mihemed + +Heta niha asayişa PYDê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye. + +Dirbêsiyê (Rûdaw) - Li aliyekî ENKS û li aliyê din EGRK komîta hevbeş ya 3 partiyan û li aliyekî din Yekitiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan li Rojava, û Partiya Pêşverû jî li 2 cihan ahengên Newrozê lidar xistin. + +Di 20 Adarê de vêxistina agir û di 21 mehê de derketin û kombûnên mezin. Lê nakokiyên siyasi îsal nehîştin wek her sal ku Newroz bibe roja hevdîtina wan kesên ku her salê carekê hev dibînin.. + +Ji bilî Encumena Nistimaniya Kurdi, Encûmena Gel ya Rojava û komîta hevbeş ku ji 3 partiyan pêk tê li başûrê bajar newroz bi ahengekek berfireh vejandin... + +Li rojavayê bajêr jî Yekitiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan li Rojava, bi tena xwe ahengeke din lidar xistin. + +Li Kepezê Kikakan û li Çolbestan jî Partiya Pêşverû ahengên Newrozê lidar xistin. Di encam de newerozeke bêpirsgirêk û bixweşî li devera Dirbêsiyê derbas bû. + + +Wan (Rûdaw) – Piştî Newroza milyonî ya Amedê, Newroza Wanê ku li tenişta Kelaha Wanê pêk tê, bi tevlêbûna bi sedhezaran kes berdewam dike. +Newroza Dîrokî ya Wanê bi tevlêbûna bi sedhezaran kesan tê pîrozkirin. Li Wanê ji bo tevlêbûna Newroza "Serokatiya Azad Kurdistana Azad" ku li tenişta Keleha Wanê pêk hat, bi sedhezaran herikîn qada Newrozê. +Di saetên serê sibehêde deh hezar li gellek kolanan kom bûn û bi cilên xwe yên neteweyî yên rengîn kom bûn û herikîn qada Newrozê. Bi sed hezaran li Parka Çandê ya Tenişta Keleha Wanê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi alên kesk, sor û zer hat xemilandin û qad vegeriya qada mihrîcanê. +Di pîrozbahiyê de Hevseroka KCD'ê û parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Kemal Aktaş, Ozdal Uçer û Nazmi Gur, namzedên Hevşaredarên Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban, endam û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û nûnerên Kantonên Cizîrê, Kobanî derketin ser dikê. + +Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, ewil Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku di projeya wan de dê qet destûr nede faşîzmê û wihagot: "Dê teqez Xweseriya Demokratîk ya ji aliyê Rêberê PKK'ê ve hatiye pêşxistin bi ser bikeve. Rojava 3 salin di ber xwe da û xweseriya xwe ava kir. Şoreşa Rojeva şoreşa gelê kurd û hemû gelên Rojhilat e. Bi têkoşîna biratiyê li 3 navendan kanton hatin avakirin. Gelê me ji 7 salî heta 70 salî bûn yek û şoreşa xwe pêk anîn. Ev şoreşa me dê hemû cîhanê ronî bike. Ev projeya xweseriya demokratîk projeya azadiyê ye. Projeya ku Birêz Ocalan daniye holê dê teqez bi ser bikeve." + +Piştre Namzedên Hevşareariya Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya jî daketin ser dikê û projeyên xwe bi gel re parve krin. Kaya, projeyên xwe yên 5 salan vegot. Kaya anî ziman ku wan di bin navê afet û talûke, Ragihandin, Tûrizm, Bajarvanî û derdor, Jin, tenduristi û perwerde, Çand û Huner, Spor, Aborî, Razemenî, Enerjî, Polîtîkayên Civakî, Avabûna civakî, û Projeyên li ser çoltarê amade kirine. + +Namzedên Hevşaredarên Wanê Hatîce Coban û Bekir Kaya di Newrozê de yek bi yek proje vegotin diyar kirin ku ew di Newrozê de soz didin gelê xwe ku dê yek bi yek pêk bînin û bişopînin. Kaya, anî ziman ku ew dê hemû van projeyan bi gel re û bi biryara gel têxin meriyetê. + +Newroz bi axaftinan berdewam dikin. + + + + + + +Agirî (DÎHA) – Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê jî bi beşdariya 10 hezar kesî Newroz hat pîrozkirin. Namzedê hevşaredariya Agiriyê Sirri Sakik anî ziman ku dê di hilbijartinên 30'ê Adarê yên Tirkiyê de Agiriyê ji zilmê, xilas bikin. + +Ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Agiriyê li rex Orduevî, Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, namzetên hevşaredariya Agiriyê yên BDP'ê Sirri Sakik û Mukades Kubîlay, serokê rêxistina Agiriyê ya BDP'ê Necmettîn Efe, endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Metîn Bîngol û 10 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, endamên PKK'ê Mehmet Karasungur, Sema Yuce û pankartên "Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad", "An muzakere an şer", hatin daliqandin. Welatiyan kincên herêmî lixwekirin û qad bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir, sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin û peyamên KCD, DÎSK, KESK, ADODER, AKYAD hatin xwendin. + +Piştî xwendina peyaman Halîl Aksoy, Sirri Sakik û Mukaddes Kubîlay agirê Newrozê pêxistin. Serokê rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Necmettîn Efe Newroz gel pîroz kirin û kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Mukadde Kubîlay destnîşan kir ku dewletê her tim xwest Newrozê qedexe bike û kes nikare berxwedana gel asteng bike û wiha got: "Bi hezaran rêhevalên me ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe fedakirin. Em ê ala wan dewr bigirin." + +Parlamenter Aksoy balkişand ser peyama Newrozê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan di vê Newrozê de peyamên girîng da hemû cîhanê. Ger jin azad bibin, em ê jî azad bibin. Êdi dema yekitiya kurdan e." Aksoy xwest demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha got: "Eger hûn aştîxwaz bin, girtiyan serbest berdin. Bila baş bê zanîn ku Abdullah Ocalan, Rêberê Gelê Kurd e. Hemû cîhan vê qebûl dike. Rêber Apo û PKK'ê siyaseta cîhanê diyar dikin. Bi hêviya azadiya Rêber Apo û welatek azad, Newroza we pîroz be." + +Namzetê BDP'ê Sirri Sakik anî ziman ku peyama Newrozê ya Ocalan ji bo aştiyê bû û piştî peyama Ocalan xwîn nerijiya û ji bo azadiyê li qadan in. Sakik ji bo hilbijartinan wiha got: "Ji bo wekheviya gelan ez hatim. Ji bo heq, hiqûq û edaletê ez hatim vir. Hinek dibêjin eger BDP serkeve dê xepenk bên girtin, tiştekî wisa tine. Ji bo pêşxistina hiqûqa biratiyê em hatin. Heta niha ji bo Agiriyê ti xebat nekirine. Agirî xwîn digirî. Me berdêl da, em gihîştin van rojan. Heta niha ti şaredarên me nelirêtî nekirin, lê wan çewalên xwe tijî pere kirin." + +Sakik destnîşan kir ku hilbijartin tenê ji bo bi destxistina şaredariyê nîne û wiha got: "Em ê di sindoqan de piştgiriyê bidin birêz Abdullah Ocalan. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Hinek dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Em şer naxwazin, hûn şer dixwazin. Ger hûn şer bixwazin, em dikarin şer bikin. Em ê di 30'ê Adarê de bajarê Agiriyê ji zilmê xilas bikin." + +Piştî axaftinan hunermend Erol Berxwedan derket ser dikê, govend hatin girtin û pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê û Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî, diyar kir ku YNK pêşwaziya her hewlekî bo lihevnêzîkkirina PDK û PKKê dike. Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê Dr. Fayîq Gulpî jî nêzîkîbûna PDK û PKKê bi sûda yekbûna kurdan dibîne. +Tê zanîn, pêwendiyên navbera PDK û PKKê bi taybet li ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê sar û aloz bûne. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, niha siyasetmedarek mijûlî navbeyinkariyê ye da ku PDK û PKKê li hev nêzîk bike û pêwendiyên wan normal bibe. +Derbarê vê mijarê de, endamê polîtburoya YNKê û serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî, ji Rûdawê re got, em wek YNK pêşwaziya hemû hewlên lihevnêzîkkirina PKK û PDKê bi taybet li ser pirsa Rojavayê Kurdistanê dikin. +Ednan Muftî diyar kir, ji ber ku pêwendiyên van her du partiyan li ser mijara Rojava aloz bûye. +Siyasetmedarê kurd û hevserokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Dr. Fayîq Gulpî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, PDK û PKK du hêzên serekî yên Kurdistanê ne ji ber wê jî nêzîkbûna wan her du partiyan bi sûda yekbûna kurdan e. +Dr. Gulpî anî ziman ku yek ji mijarên ku PKK û PDK li ser nakok in, Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: ";Li gorî min, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê herî kêm deriyê sînorî yê Sêmalka vebike da ku alîkariyên mirovî û tenduristî bigihîje destê şervanên YPGê wê çaxê 90%ê pêwendiyên her du aliyan dê baş bibe."; +Li gorî wî siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê, li ser mesela Rojava gellek rexne li ser PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene ji ber wê jî eger PDK vê yekê çareser bike pêwendiyên PDK û PKKê dê normal bibin. + +Kobanî (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ragihand, di encama şerê digel çekdarên radîkal de li herêma Kobanî ";60 çete"; hatine kuştin û 10 jî bi saxî hatine girtin. + +Li gorî ANFê, ji roja 19ê Adarê ve heta niha şer û pevçûn li gundê Sirînê yê nêzîkî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên YPGê û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê de didome lê di van 2 rojên dawiyê de li gundê Til Ebyed ê nêzîkî sînorê Tirkiyê şer û pevçûn bi tundî didome. + +Li gorî nûçeyê, îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Kendal ê Kobanî kirin lê rastî kemîna YPGê hatin û di encamê de ";herî kêm"; 60 çekdar hatin kuştin û 10 çekdar jî bi saxî hatin girtin, her wiha hat gotin, di şerê han de 9 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dan. + +Li gorî nûçeyê, tankeke çekdarên DAIŞê jî hatiye jinavbirin, 4 çekên ji curê BKC, 2 RPG û gellek guleyên wan, 2 kilaşînkof û gellek keresteyên leşkerî ji aliyê hêzên YPGê ve hatine desteserkirin. + +Her wiha hat zanîn, çekdarên DAIŞê gundên derdorê bajarokê Sirînê didin ber topan. + +Ji aliyekî din, hat ragihandin ku gundên asûrî yên girêdayî bajarokê Til Temirê yê nêzîkî bajarê Qamişlo ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine topbarankirin û di encamê de zirar gihîştiye gundên Til Kamiran û Til Nesrayê. + +Her wiha gundên Xebîş û Bacariye jî rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatine lê rastî bersiva YPGê hatine û piştî demek kurt ji herêmê reviyane. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Dêrsîmê Serkan Înce ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê ve hat xelatkirin. Înce li ser navê Rûdawê xelata xwe ji destê Şaredar Edîbe Şahîn wergirt. + +Rojnamevanên ku bi baldarî û bêalî kar û xebatên şaredariyê û nûçeyên bajêr şopandine, ji aliyê şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn ve hatin xelatkirin. Yek ji rojnamevanê ku hat xelatkirin peyamnerê Rûdawê yê Dêrsîmê bû. + +Di dema xelatdayînê de Şahînê got, ";Bi rastî dema ez navê Serkan dibihîsim, ziman tê bîra min";. + +Li ser vê yekê peyamnerê Rûdawê jî spasiyên xwe pêşkêşî şaredara Dêrsîmê kir û wiha axivî: ";Bi rastî berê her tiştî ji ber hestiyariya zimanê zikmakî ya şaredara me, ez wê pîroz dikim. Li gorî min pêdiviya Dêrsîmê û dêrsîmiyan herî zêde bi zimanê wan, bi zaravên Kurdî yên Kirmanckî (Zazakî, Dimilkî, Kirdkî) û Kurmancî (Kirdaşî) heye. Di vî warî de ji bo hestiyariya wê gelek gelek sipas";. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn ku 4 sal e şaredariya bajêr bi rê ve dibe, piştî hilbijartinên herêmî yên 30yê Adarê dê posta şaredariyê radestî şaredarê/a nû bike. + +Edîbe Şahîn a ku pêş ku li Dêrsîmê bê hilbijartinê li Stenbolê dijiya, yek ji damezrînera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye. Şaredar Edîbe Şahîn a di NÇMê de li ser zaravê Kurdî Kirmanckî xebitiye. + +Şahîn di suhbeta xwe ya bi rojnamevanan re diyar kir ku êdî careke din venagere Stenbolê û bi temamî li welatê bav û kalê xwe, li Dêrsîmê, bi cih dibe. + + + +Kobanî (Rûdaw)- Roja duşemê ya borî di encama qulbandina keştiyeke rêwiyan di deryaya Îce ya di navbera Tirkiyê û Yonanistanê de, hunermendê Kurd Siyamend Oskullî ku ew jî di nav keştiyê de bû, jiyana xwe ji dest da. + +Dostekî hunermend Siyamend Oskullî bi navê Evdoyê Heseno ji bajarê Stenbolê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku Oskullî di keştiya ku di deryaya Îce de binavbûye xeniqî. + +Heseno diyar kir ku ewê termê Oskullî li bajarê Bodrûm yê Tirkiyê werbigre û pişt re wê veguhêze herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê. + +Hunermend Siyamend Oskullî di sala 1972an de li bajarê Kobanî jidayikbûye, 2 albomên wî yên stranan bi navên (Dîlbera Min û Cara Dawiyê) hene. + +Di roja 17 Avdarê de di ava derya navbera bajarê Izmîrê yê Tirkiyê û cezîra Samos a Yonanistanê xeniqî. + +kobanî (Rûdaw)- Piştî şer û pevçûnên giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ên girêdayî rêxistina Qaîde li gundê Kendalê yê ser bi herêma Girê Spî li rojhilatê Kobanî, rewş wê herêmê aram bûye. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî dane, ji duh êvarê de şerê li gundê Kendalê û berî wê li navçeyên li rojava û başûrê Kobanî jî bi temamî rawestiyaye. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di şerê li gundê Kendalê de ku di encama êrîşa çekdarên DAÎŞê de qewimî, bi dehan çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û 9 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dan. + +DAÎŞê heta niha hejmara kuştiyên xwe di wî şerî de aşkere nekirine û amarên di vê derbarê de belav bûne tevlîhev in. Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku 19 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin, lê YPGê got ku hejmara kuştiyên DAÎŞê zêdetirî 60 çekdaran e. + +YPGê duh şemiyê cenazeyên 6 şervanên xwe li bajarê Kobanî bi xakê sparrtin û cenazeyê şervanekî xelkê herêma Riha duh derbasî Bakurê Kurdistanê kirin. Herwiha îro jî YPGê wê cenazeyên 2 şervanên xwe yên din li Kobanî bi xakê spartin. + +Derbarê şerê li herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê de, endama desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku yek ji saziyên girêdayî PYDê ye, Îlham Ehmed ragihand ku ";çekdarên DAÎŞê bi fermana Îran û Tirkiyê êrîşên xwe li dijî herêma Kobanî destpêkirine";. + +Îlham Ehmed ji malpereke nêzîkî PYDê re got ";Rejîma Îran û Tirkiyê di krîza Sûriyê de siyasetên wan cuda ye û dijî hev in, lê ew her du rejîm di şerê li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de bûne yek û piştgirî dan DAÎŞê ji bo ku êrîşî herêmên Kobanî û Girê Spî bikin û destkeftên pêkhateyên herêmê ji nav bibin";. + +DAÎŞê ku piraniya çekdarên wê çekdarên biyanî ne ku berê li kêleka Qaîde şer dikirin, di gotara roja înê de niyeta xwe li hember herêma Kobanî anîbû ziman û gotibû ku ewê herêma Kobanî tevlî sînorê dewleta xwe ya îslamî bike ku bajarê Reqa wek paytexta dewleta wê li Sûriyê tê naskirin. + + +Amed (Rûdaw)- Namzeta hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku yekane rêya azadî, demokrasî û wekheviyê xweseriya demokratîk e. + +Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokratiyê (BDP) li salona konferansê ya Şaredariya Rezan panela ";Modela Xweseriya Demokratîk a Navneteweyî"; li dar xist. + +Di panelê de jibilî Gultan Kişanak, hevseroka Partiya Yekîtiya Demiokratîk (PYD) Asya Abdullah çend parlamenter û rêxistinên biyanî amade bûn. + +Kişanak di destpêka panelê de axifî û got ";Li van xakan gelek nasnameyên cuda hene. Gelek çand û zimanên cuda hene. Karasetên mezin hatine serê gelek ji wan. An asîmîlasyon qebûl kirin, an koçberî an jî hatin kuştin";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Kişanak di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Kurdan li hember asîmîlasyon û koçberiyê berxwedan pêş xist û di heman demê de tirkbûn qebûl nekir. + +Kişanak herwiha got ";Eger azadî, demokrasî û wekhevî tê xwestin yekane rêya wê heye ew jî xweseriya demokratîk e";. + +Kobanî (Rûdaw)- Ev çend roj bûn şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) I derdora herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam bû. + +Çekdarên DAÎŞê ji 3 aliyan de êrîşe herêma Kobanî kirin lê hîn nikariye derbasî hindirê sînorên kurdan li herêma Kobanî bibe. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê serdana eniya şer li herêma Kobanî kir û ev raport amade kiriye. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsîmê Serkan Înce ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê ve hat xelatkirin. Înce, li ser navê Rûdawê xelata xwe ji destê Şaredar Edîbe Şahîn wergirt. +Rojnamevanên ku bi baldarî û bêalî kar û xebatên şaredariyê û nûçeyên bajêr şopandine, ji aliyê Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn ve hatin xelatkirin. Yek ji rojnamevanê ku xelata xwe ji destê Şaredar Edîbe Şahînê wergirt, peyamnerê Rûdawê yê Dêrsîmê Serkan Înce bû. + +Di dema xelatdayînê de Şahînê got, "Bi rastî dema ez navê Serkan dibihîsim, ziman tê bîra min." Li ser vê yekê peyamnerê Rûdawê jî sipasiyên xwe pêşkêşî Şaredara Dêrsîmê kir û wiha axivî: "Bi rastî berê her tiştî ji ber hestiyariya zimanê zikmakî ya şaredara me, ez wê pîroz dikim. Li gorî min pêdiviya Dêrsîmê û dêrsîmiyan herî zêde bi zimanê wan, bi zaravên Kurdî yên Kirmanckî (Zazakî, Dimilkî, Kirdkî) û Kurmancî (Kirdaşî) heye. Di vî warî de ji bo hestiyariya wê gelek gelek sipas." +Piştî belavkirina xelatan jî gotûbêjên Şaredara Edîbe Şahîn û rojnamevanan li ser xwarinê berdewam kir. +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn ku 4 sal e şaredariya bajêr bi rê ve dibe, piştî Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê dê postê şaredariyê radestî şaredarê/a nû bike. +Edîbe Şahîn a ku pêş ku li Dêrsîmê bê hilbijartinê li Stenbolê dijiya, yek ji damezrînera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye. Şaredar Edîbe Şahîn a ku di NÇMê de li ser zaravê Kurdî Kirmanckî xebitiye, li Dêrsîmê herkes bi duristî û rastgobûnê wê dinase. +Şahîn di suhbeta xwe ya bi rojnamevanan re diyar kir ku êdî careke din venagere Stenbolê û bi temamî li welatê bav û kalê xwe, li Dêrsîmê, bi cih dibe. + + + + +Wan (Rûdaw) - Di Newroza bajarê Wanê de ku bi sedhezaran kes beşdar bibûn, 230 hezar îmze bo piştevaniya azadiya Ocalan hatin komkirin. + +Duh li tenişta Gola Wanê û Keleha Wanê li Parka Çandê ya Wanê bi tevlêbûna bi sedhezaran kes Newroz hat pîrozkirin. + +Di pîrozbahiyê de di çarçoveya kampanyaya komkirina îmze bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, ku ji 15'ê Sibata îsal ve hatibû destpêkirin, navendên komkirina îmzeyan hatin vekirin. + +Li qada Newrozê, 30 navendên sabit û 50 kesên gerrok dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di stantan de bi tevahî 230 îmze hatin komkirin. + +Têkildarî mijarê Serokê Komîteya Newrozê Ahmet Aygun, anî ziman ku 12 saziyan hevpar xebat meşandin û 30 stantên îmzeyan û 50 stantên gerrok vekirin. Aygun, anî ziman ku di stantên Newrozê de bi tevahî 230 hezar îmze hatin komkirin. + +Aygun, her wiha got ku di vir de gelê kurd girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê kurd re anîye ziman û li Azadiya Rêbertiya xwe xwedî derketiye û eşkere kir, ew heta 4'e Nîsanê texmîn dikin ku 600 hezar îmze kom bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê deriyê sînorî yê Sêmalka Şewket Berbiharî, ew nûçeyên ku dibêjin, rêveberiya deriyê Sêmalka nehîştiye şanda jinên Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, bi derew derxist û ragihand, tiştekî wisa nîne ji ber ku hemû karmendên deriyê Sêmalka yên her du aliyan (Başûr û Rojava) ji ber pîrozbahiyên Newrozê di bêhinvedanê de ne. +Îro hinek malper û saziyên ragihandinê yên nêzîkî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îdia kirin ku komek jinên Başûrê Kurdistanê ku di nav wan de hinek endamên Parlamentoya Kurdistanê jî hebûn, xwestine derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin lê ji aliyê rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka ve hatine astengkirin. +Li ser vê mijarê, rêveberê deriyê Sêmalka (Pêşabîr) Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand, îro derdora 20-25 jinên Başûrê Kurdistanê ku di nav wan de 4-5 parlamenterên Tevgera Gorranê, YNK û partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê jî hebûn, xwestibûn derbasî Rojava bibin lê beriya ku bigihîjin ser sînor ji aliyê hêzên pasewanên sînor ve hatibûn vegerandin. +Şewket Berbiharî da zanîn, ji ber rewşa ewlehiyê ya li Rojav û Sûriyê heye hemû hêzên sînor ketine rewşa amadebaşiyê lewma ew şanda jinên Başûr beriya ku bigihîjin ser sînor hatin vegerandin. +Rêveberê deriyê Sêmalka got ku wê şanda jinan telefona wî jî kirine û rewş jê re gotine lê wî ji wan re gotiye, hemû karmendên sînor, him aliyê Başûr û him aliyê Rojava, ji ber Newrozê di bêhinvedanê de ne lewma ti kes nîna ku li aliyê aliyê Rojava pêşwaziya wan bike. +şewket Berbiharî diyar kir ku ji wan re gotine, ew dikarin piştî bêhinvedana Newrozê derbasî Rojava bibin ji ber ku ew rê li ti kesî nagirin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) +– Hat zanîn, 11 xortên bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ku ev çend roj bûn +";wenda"; bûn, çûne Sûriyê û tevlî komên îslamî yên radîkal bûne. Asayişa Hewlêrê +jî ragihand, ew li dû wan xortan digerin. +Çend roj +beriya niha dihat gotin ku komek xortên ji bajarê Hewlêrê xuya nakin lê hat +zanîn ku ew xort ku hejmara wan 11 kes in, çûne Sûriyê û tevlî komên îslamî yên +radîkal bûne da li ";dijî rêjîma Sûriyê"; şer bikin. +Navê yek +ji wan xortan Sefîn û temenê wî 15 sal e. Bavê Sefîn ji Rûdawê re got, heta +niha ew nizanin kurê wan çûye kuderê lê hevalên wî hemiyan name ji malbatên xwe +re şandine û dane zanîn ku ew li Sûriyê ne. +Rêveberê +Asayişa Hewlêrê jî ji Rûdawê re got, ew li dû wan xortan digerin lê heta niha +nekarîne wan bigirin. +Li gorî +agahiyên ku Rûdaw bidest xistiye, xortên Başûr bi rêya wan hevalên xwe yên ku +berê çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne, diçin Sûriyê her wiha hinek ji wan +jî bi rêya hinek penaberên Sûriyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, derbasî +Sûriyê dibin, hinek jî bi rêya malpera civakî ya Facebookê kanalên çûna Sûriyê +dibînin. +Berdevkê +wezareta ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî jî daxwaz dike lêborîna +giştî ji wan xortan re bê derxistin da ku vegerin Kurdistanê… +Li gorî +hinek rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, sedem û bingehên çûna xortên kurd +bo Sûriyê ji nav nehatiye birin û bi awayekî cidî lipeyçûn bo vê mijarê +nehatiye kirin. + + + Normal + 0 + + + + + false + false + false + + EN-US + X-NONE + AR-SA + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + /* Style Definitions */ + table.MsoNormalTable + {mso-style-name:"Table Normal"; + mso-tstyle-rowband-size:0; + mso-tstyle-colband-size:0; + mso-style-noshow:yes; + mso-style-priority:99; + mso-style-parent:""; + mso-padding-alt:0in 5.4pt 0in 5.4pt; + mso-para-margin-top:0in; + mso-para-margin-right:0in; + mso-para-margin-bottom:8.0pt; + mso-para-margin-left:0in; + line-height:107%; + mso-pagination:widow-orphan; + font-size:11.0pt; + font-family:"Calibri","sans-serif"; + mso-ascii-font-family:Calibri; + mso-ascii-theme-font:minor-latin; + mso-hansi-font-family:Calibri; + mso-hansi-theme-font:minor-latin; + mso-bidi-font-family:Arial; + mso-bidi-theme-font:minor-bidi;} + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, 11 xortên bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ku ev çend roj bûn ";wenda"; bûn, çûne Sûriyê û tevlî komên îslamî yên radîkal bûne. Asayişa Hewlêrê jî ragihand, ew li dû wan xortan digerin. + +Çend roj beriya niha dihat gotin ku komek xortên ji bajarê Hewlêrê xuya nakin lê hat zanîn ku ew xort ku hejmara wan 11 kes in, çûne Sûriyê û tevlî komên îslamî yên radîkal bûne da li ";dijî rêjîma Sûriyê"; şer bikin. + +Navê yek ji wan xortan Sefîn û temenê wî 15 sal e. Bavê Sefîn ji Rûdawê re got, heta niha ew nizanin kurê wan çûye kuderê lê hevalên wî hemiyan name ji malbatên xwe re şandine û dane zanîn ku ew li Sûriyê ne. + +Rêveberê Asayişa Hewlêrê jî ji Rûdawê re got, ew li dû wan xortan digerin lê heta niha nekarîne wan bigirin. + +Li gorî agahiyên ku Rûdaw bidest xistiye, xortên Başûr bi rêya wan hevalên xwe yên ku berê çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal bûne, diçin Sûriyê her wiha hinek ji wan jî bi rêya hinek penaberên Sûriyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, derbasî Sûriyê dibin, hinek jî bi rêya malpera civakî ya Facebookê kanalên çûna Sûriyê dibînin. + +Berdevkê wezareta ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî jî daxwaz dike lêborîna giştî ji wan xortan re bê derxistin da ku vegerin Kurdistanê… + +Li gorî hinek rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, sedem û bingehên çûna xortên kurd bo Sûriyê ji nav nehatiye birin û bi awayekî cidî lipeyçûn bo vê mijarê nehatiye kirin. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî biryar da ku pêwîste li her helkeftekê de li Kerkûkê sirûda Îraqê ";Mewtinî"; bê gotin, û parzêgeha Kerkûkê jî pêşwazî li vê birayrê kir. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, Malikî bi nivîseke fermî birayara lêdana sirûda Îraqê ";Mewtinî";, di her helkeftekê de li Kerkûkê, bo Encumena Parêzgeha Kerkûkê şand, û encumenê jî pêşwazî li vê birayrê kir. + +Herwiha peyamnêrê me li Kerkûkê da zanîn ku CDyek ku sirûda ";Mewtinî"; li ser hatiye tomarkirin ligel biryara nivîskî hatiye şanidn. + +Li gorî zaniyariyên npeymanêrê me jî, Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêşwazî li vê birayar Malikî kirin û wan jî fermanek arasteyî hemû dezgehên fermî kirin ji bo cî bi cîkirina vê birayrê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Zindana Heseke li rojavayê Kurdistanê, roja 24 Adara sala 1993 hatibû şewitandin û di encamê de 61 kes hatibûne kuştin, 25 ji wan Kurd bûn. + +Zindan di sala Yekîtiya Misir û Sûriyê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin, lê hikûmeta Sûriyê 700 gitrî xistinû wê zindanê. + +Girtiyên di ketin zindana Hesêkê wekî hemû zindanên rêjîma Bassê rastî heqaret û kiryarên dijmirovahî yên rayedarên zindanê dihatin. Ji ber ku girtiyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hemû dianîn vir, pêkanînên cuda jî li dijî girtiyan dihatin meşandin. Di zindanê de girtiyên siyasî û edlî di nav hevde dihatin girtin, di nava koguşan de nakokî dihatin çêkirin û bi riya sîxurên di nava girtiyan de girtî li dijî hev dihatin derxistin. + +Komkujiya zindana Hesekê jî di encama van pêkanîna de hate pêkanîn. di 24'ê Adara 1993'yan saet di 18.00'an zindan hate şewitandin û komkujî pêk hat. Di komkujiyê de 25 ji wan kurd bi giştî 61 girtiyan jiyana xwe jidest dan. +Şewat çawa derket +Şewata ku di koguşa 2'yemîn de derket, di encama plana di navbera rayedarên zindanê û hin girtiyên edlî de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, beriya şewatê rayedarên zindanê bi hinceta, "Êdî gaz nayê zindanê" li koguşan gaz belav kir. Girtiyan jî şûşeyên gazê li koguşan bicîh kirin. +Piştî demekê jî girtiyên ku ji rayedarên zindanê re sîxurtî dikirin, agir bi koguşê xistin û ji ber madeya gazê agir zû gûr bû. Dengê girtiyan bilind bû, lê rayedaran deriyê zindanê venekirin. Girtiyê bi navê Qehreman Elî ji koguşa 3'yemîn êrîşî leşkerê ku kilît pêre ye kir û derî vekir. Girtî ji ber agir reviyan lê ji ber ku koguş pir dirêj bû û agir gur bibû, girtiyan nikarîbûn ji koguşê derkevin. Di encamê de 61 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 girtî jî birîndar bûn. +Her wiha hêzên rêjîmê piştî şewatê, bi îdîa ku şewat derxistine, 4 girtî bidarve kirin. +Yek ji şahidên bûyerê Şems Eldîn Mele Îbrahîm (Bavê Ciwan) ku wê demê bi hinceta tevlî çakaliyên PKK'yê bûye hatibû girtin û di girtîgeha Hesekê de bû, derbarê wê rojê de ev tişt gotin: ''Şewate zindanê ji ber nêzîkatiyên rayedarên zindanê yên şaş û dijmirovahî pêk hat. Heger polîs û rayedarên zindanê bi karê xwe rabibana wê zindan neşewitiya.'' + +Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên ser bi PYDê ve, daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Partiya Demokarat Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran û Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) û aliyên Kurdistanî kir ku ";Bi erkê xwe yên Dîrokî rabin"; û alîkariya wan di şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li derdora bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Ev çend hefte ne ku şer û pevçûnên giran navbera YPGê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Kobanî û Girê Sipî (Til Ebiyedê) destpê kirine û heta niha berdewamin. + +YPGê di daxuyaniyekê de, ku îro ,24.03.2014, li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye daxwaza alîkariyê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike. + +YPG ji ";Hemû hêzên Kurdistanî û di destpêka wan de Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, KCKê, PDKê, BDPê, YNKê, Tevgera Gorranê û hemû rêxistinên din ên Kurdsiatnê"; dike ku bi ";Erkên xwe yên dîrokî rabin li himber êrîşên hovane ên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên encamdan."; + +YPG di daxuyaniye xwe de her wiha daxwaz ji ";Partî, rêxistin, kesên serbixwe, tevgerên ciwanan, tevgerên jinan, berpirsên xwesriya demokratîk li Efrîn û Cizîrê û Kobanê, ENKSê, EGRKê, TEV-DEMê"; kiriye ku nakokiyên xwe danên aliyekî û rêzên xwe bikin yek ji bo vê qonaxa ";Dîrokî û hestiyar."; + +Herwiha YPGê di daxuyaniye xwe de rexne li medyaya erebî û navdelwtî girtin û da zanîn ku ew ti balê nakişînin ser tiştên ki li Kobanî çê dibin, û wiha ragihandiye: ";Xemsariya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî derbeyeke ji bo gelê Kurd."; + +YPGê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje dike ku ";Serkeftina Rojavayê Kurdistanê, serkeftina hemû Kurdistanê ye."; +Amed (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, diyar kir ku pêwîst e gelê kurd wek hêzeke siyasî bê dîti û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin, divê tiştê pêwîst bên kirin. + +Parlamenterê Partiya Çep a Îzlanda û Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, ku têkoşîna rizgariya demokratîk a kurdan ji nêz ve dişopîne, ji DÎHA re axivî. + +Jonasson got ku ew dizanin gelê kurd ji bo mafên xwe yên demokratîk û çandî têdikoşin û wiha dewam kir, "Di demên borî de ji ber şerê di navbera her du aliyan gellek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em ji pêvajoya aştiyê ya ku Rêberê PKK'ê pêş xistiye, kêfxweşin." + +Jonnasson got ku pêwîst e kurd mîna îradeyeke siyasî bên naskirin û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin divê tiştên pêwîst bên kirin. + +Wî siyasetmedarê Ewropî wiha dewam kir, "Ji bo tevayî neteweyan mafên însanî yên civakî, çandî û demokratîk pêwîst in û ji bo gelê kurd bi heman awayî ne." + Jonnassson têkildarî mijara rêveberiyên herêmî jî got, "Li gor me mafên bingehîn ên şexsî û civakî yên tevayî mirovan hene. Bi vî awayî kurd dikarin bi rihetî wek rêveberiyên xweser xwe birêve bibin." +Colemêrg (Rûdaw) - Li qontara çiyayê Katoyê li devera Elka Şirnexê, ev 3 roj in artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên berfireh li dijî gerîlayên PKKê kiriye. Gundiyên wê deverê jî dibêjin, ji ber operasyonê newêrin ji malên xwe derbikevin. Hat zanin ku operasyon dê heta hilbijartinê berdewam bike. + +Ji yekemîn roja Newrozê (21ê Adarê) ve heta niha li herêma Çiyayê Kato ya Şirnexê, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên berfireh li dijî hêzên PKKê kiriye. Gundî û welatiyên wê deverê jî di nav agir û topan de ne û vê yekê jî ew xistine nava fikaran. Dengê top û guleyan ji çiyayê Kato bilind dibin. Li aliyê din ji tabûra leşkerî ya Colemêrgê leşker bo herêma Katoyê tên şandin. Hat zanin ku operasyon dê heta hilbijartinê berdewam bike. + +Mezinê gundê Çemka Selîm Ertoş, anî ziman ku 3 roj in li herêmê operasyon heye û leşker bo çiyayên Kato tên veguhestin. Ertoş, anî ziman ku 3 rojin çiyayê katoyê dane ber topan. +Ertoş, destnîşan kir ku 2 roj berê dîsa top li girê nêzîkî gund ket û wiha berdewam kir: "Duh dengê 4-5 guleyan hat. em çûn qereqolê. Me sedema vê yekê pirsî. Ji me re gotin ev ji bo ewlehiya hilbijartinê ye. Pir balkêş e ku topan davêjin. Ewlehiya me tine. Gelê vir êdî operasyonan naxwazin. Naxwazin aramî xera bibe." + +Welatiyê bi navê Adil Ertoş jî heman tişt anî ziman û destnîşan kir ku dîsa rewşa awarte dijîn û da zanîn ku 2 roj berê guleya hawanê 50 metre li nêzîkî xanyên gund ketiye û ewlehiya wan tune. + +Ertoş, got ku ji ber zarokên wan ditirsin êdî nikarin ji malên xwe derkevin û ji tirsa top û guleyan di malên xwe de hatin hevskirin. + +Rêveberên BDP'ê ji ber vê rewşê çûn gund û welatî ziyaret kirin. Rêveberê BDP'ê Ahmet Korkmaz, anî ziman ku 3 roj berê leşker ji fermandariya tabûra Colemêrgê ya Çiya sewqî herêmê hat kirin û 3 roj in opearsyon berdewam dike. + +Seroka BDPa bajêr Mehtap Daştan Demîrer, jî bertek anî ziman û destnîşan kir ku ti fêdeya van operasyonan li pêvajoyê nabe. + +Gundê Çemkê-Qontara çiyayê Kato-Colemêrg + +Ruha (Rûdaw) - Bajarê Ruhayê ku weke bajarê pêxemberan tê zanîn, ji hilbijartinên şaredariyan ên 30'ê Adarê re amade ye. Niha şaredariya Ruhayê di destê AK Partiyê de ye. AK Partî di nava 12 salan de herî zê de li hemberî Fakî Baba ketibû tengasiyê. Osman Baydemîr ku Rûdawê û çapemeniya Başûr li Ruhayê kir mêvan, dibêje AK Partî li hemberî wan zehmetiyeke mezin dikşîne. + +Li gorî Baydemîr, di rapirsînan de ew hin caran li pêşiya AK Partiyê ne. Ew ditirsin ku di hilbijartinan de dengê wan bê dizîn û encamên sindoqan bêne guhertin. + +Baydemîr li ser vê yekê wiha got: Di anketan de niha em çend gav li pêşiya AKP'ê de ne. Niha em li Ruhayê partiya yekemîn in. AKP partiya duyemîn e. Her wiha xofa min heye. Tirsa min ew e ku piştî hejmartina dengan di sandoqan de dizî pêk were. + +Piraniya kurdên Ruhayê ku ji mîkrofonên Rûdawê re axivîn, dibêjin ew ê dengê xwe bidin Osman Baydemîr. Lê rêjeya ereb û tirkmenên li navenda bajêr jî ne kêmî kurdan in. Ji ber vê yekê texmînkirina encamên hilbijartinê hinekî zehmet dibe. + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê roja 30ê Adara îsal tên lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ragihand, ew tîma şervanên wan ên ku pêwendî bi wan re nemabû, hemiyan jiyana xwe ji dest dane. + +YPGê îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya xwe belav kiriye, ragihand, hat zanîn ku ew şervanên ku di şerê roja 19ê Adarê de li devera Sirînê ya Kobanê pêwendî bi wan re nemabû û hejmara wan 5 kes bû, jiyana xwe ji dest dane. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, hemû endamên wê tîmê Rojavayî ne ku temenê wan di navbera 33 sal heta 20 sal de ye. + +Çend roj berê jî YPGê ragihand, di şerê digel çekdarên radîkal ên îslamî de li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, 9 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. + +Bi vî awayî, li gorî amarên YPGê heta ji roja 19ê Adarê ve heta niha herî kêm 14 endamên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane. + +Amed (Rûdaw) - Malbata Bedirxaniyan ji bo çand û netewperweriya kurd xwediyê kedeke mezin in. Malbata Bedirxaniyan ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatibûn strginkirin û di gellek deverên cîhanê de belav bibûn. + +Kesayetên vê malbatê ji Asya Navîn ji Ewropa û ji Rojhilata Navîn ji bo daweta Kurê Cemşîd Bedirxan li Amedê hatin ba hev. Pêşenga vê malbatê niha jî keça Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan e. + +Sînemxan Bedirxan ji bo daweta biraziyê xwe Kurd Bedirxan piştî demeke dirêj hate Amedê. + +Malbata Bedirxaniyan bi cil û bergên xwe yên Kurdistanî bi coş û keyfxweşî bi govendê daweta xwe pîroz kirin. Malbata Bedirxaniyan her çiqas ji welatê xwe hatibin dûrxistin û bi netewên cûda re têkilî danîbin jî nirxên xwe yên netewî parastine û li mîrasa malbata xwe xwedî derketine. + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li hember gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî anî ziman û ragihand, Eger desthilatdarên Bexdayê birayetiya gelê kurd naxwazin û her rojekê bi hêcetekê arîşeyan derbixin bila bên û em pêkve rûnên û vê peywendiya pirkêşe biqedînin. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, îşev li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî ku 22ê Adara îsal li Bexdayê di encama teqekirina pêşmergeyekî pasewanê Talebanî hatibû kuştin, daxuyaniyek da. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, bi tundî li dijî gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku piştî kuştina wî rojnamevanî gotibû ";divê bersiva xwînê bi xwînê bê dayîn"; nerazîbûn nîşan da, naveroka daxuyaniyê wiha ye: + ";Serokayetiya Herêma Kurdistanê nîgeranî û diltengiya xwe ji bo can ji destdana akademî û rojnamevan Dr Mihemed Bidêwî radigihîne ku li rûdawekî nexwestî da li roja 22.03.2014 li bajarê Bexda bûye qurbanî. Her bi vê yekê hevxemiya xwe ji bo malbat û hemû medyakaran radigihînîn. Hêvîdarîn dadgehekî adîlane rênimayiyên yasayî yên pêwîst li ber bigre bo ku lêkolînê li rûdawê û yekalîkirina vê dosye yê bike. +Li van çend rojan da bi sedema duvdaçûnên hurî yê rûdaw û daxuyaniyan me hêvî dixwest ev babet li sînora xwe ya yasayî dernekeve û me pê başe yasa û desthilata dadî dûrî li destêwerdanên siyasî rola xwe ya bê aliyane bibîne. +Piştî rûdawê daxuyanî û helwesta hinek kesayetiyên siyasiyê Iraqî bûne sedema nîgeraniya kolanên Iraqî û diçine çarçêweya tehdîd û êrîşên li aştî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê û berfirehkirina aloziyan û anîna têkdan û dû berekiya li navbera hemwelatiyan da. Li vir de bi pêwîstî dizanîn raya giştî ya Iraqî agahdar bikîn ku nabê rê bi tu kes û aliyek bê dayîn derz bixe nav birayetiya pêkhatên Iraqê û bazirganiyê bi canê Dr Mihemed Bidêwî bê kirin. +Cihê daxê ye li piştî rûdana vê karesatê Serok Wezîrê Iraqê peyvê namo û xerîb û neşîrîn xwîn li beranber xwînê bikaraniye ku dûre li bingeha dest bilindiya yasa û dewletdarî û kultûra pêkvejiyan û demokrasiyê. Li sayeya zêdeçûna hinek aliyan û vê rewşa emniya nebaş li Iraqê da hatiye holê xelkekî zêde hatiye kuştin û li van çend salan de 400 mamostayên zanîngehê li Iraqê da hatine teror kirin û kes xwe nekiriye xwediyê xwîna wan û desthilata Bexda tu hewlekî neda ji bo peydakirina tawanbaran. Niha ku hemwelatiyekî Kurd aliyekî vê rûdawa nexwestiye dixwazin li rûyê siyasî ve bikarbînin û zêdeçûnê bikin û bikin babetekî gelek metirsîdar û hewlek ji bo pêkanîna fîtneya navbera netewe û pêkhatên Iraqê. Ji bo wê yekê berpirsiyariya her rûdaw û kardaneweyekî vê rewşê dikevê stuyê ewên dixwazin rûdawê ji bo merema siyasî bi kar bînin. +Eger desthilatdarên Iraqê bi vî awayî temaşa rûdawan dikin pirsiyar eweye kî xwîna 5000 şehîdê Helebçe û 182000 enfal û 8000 Barzanî û 12000 Feylî dide? ji bilî van qurbaniyên mezin gelê Kurd bi navê binyatnana jiyanekî taze û hêviyeke nû tu demekî amade nebû bibêje: "Xwîn li beranber xwîn". +Li vir de bi navê gelê Kurdistanê dûpat dikin ku pêwîste li vê dozê de qeza dûr li heza nerewayî ya siyasiyan vê kêşeye yek alî bike û êdî rê nede dengê naqola bilind bibê û zêdeçûn îstîxlala vê rûdawê bikin. Gelê Kurdistanê biryar daye bi birayetî û tebayî û pêkvejiyanê li gel Iraqê da bijî. Eger desthilatdarên Bexda vê birayetiyê nexwazin û her rojek bi biyaniyek kêşe dirust bikin bila bên û pêkve rûnîn û dawiyê bi vê peywendiya pir kêşe bînîn. +Serokayetiya Herêma Kurdistanê +24.03.2014"; + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Îdarî ya Hewlêrê biryar da ku rûniştina parlamentoya Kurdistanê bi awayekî vekirî nemîne û herî zû serokatiya wê bê hilbijartin. + +Parêzerê ";Pêla Nerazîbûna Xelkê"; Kerîm Mihemed Sofî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Dadgeha Îdarî ya Hewêrê îro biryar da ku biryara serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê hiştina rûniştinên parlamentoyê bi awayekî vekirî, bê hilweşandin";. + +Sofî herwiha got ";Li gor wê biryara dadgehê, serokatiya demkî ya parlamentoyê dê mulzem be ku rûniştina parlamentoyê di zûtirîn dem de li dar bixe û desteya serokatiyê jî hilbijêre";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li hemû aliyên Kurdistanê û hêzên navdewletî kir ku li hember êrîşîn çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê helwestê bigirin û dengê xwe bilind bikin. + +Wek bersivekê li ser bangewaziya ku duh Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk derxistibû û tê de ji hemû aliyên Kurdistanê alîkarî xwestibû, KCDê îro daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniya KCDê de hatiye diyarkirin ku rejîm û opozîsyona Sûriyê Sûriyê xistine nav gola xwînê. + +Derbarê şerê navbera YPG û DAÎŞê li rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanî de, KCDê got ku çekdarên ji derveyî Sûriyê tên, bi çekên giran êrîşî Kobanî dikin. + +KCDê herwiha got ku çekdarên DAÎŞê dixwazin têkiliyên di navbera herêmên Rojavayê Kurdistanê de qut bikin û bang li gelên Kurdistanê û her alî, kes, hêzên navneteweyî û saziyan kir ku li hember van êrîşan helwestê bigirin. + +Ev çend hefte ne şer di navbera YPG û çekdarên DAÎŞê li derdora herêma Kobanî derketin, lê ji êvara roja şemiyê de ew şerê ku di encamê de bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAÎŞê hatine kuştin, rawestiya ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Endemê desteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Ismaîl Hemê ji Rûdawê re ragihan ku ENKSê ti bersiv li ser banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ên girêdayê PYDê derbarê rewşa Kobaniyê de ne dane. + +Hemê got banga YPGê dereng hatiye û ji encama deraka teng a ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê dê de derbas dibe hatiye. + +Hemê diyar kir ku wan weke Encûmena Niştimanî ya Kurd her dem ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên ser ve tekez dikir ku ew bi tena xwe nikarin Rojavayê kurdistanê biparêzin. + +Hemê da zanîn ku Encûmena Gel û PYDê her dem dixwestin di Encûmena Niştimanî ya Kurd derbas bibin û wê bidin alîkî ne ku hevparî û alîkariyê ligel bikin. + +Serkirdeyê Partiya Yekîtî got ew di wê baweriyê de ye ku destê rejîmê li pişt van şeran de heye ji ber ku ew dixwaze hemû alî lawaz bibin. + +Derbarê Kobaniyê de, Hemê diyar kir ku zehmetî di rewşa hêzên YPGê de heye ji ber ku herêm ji hemû aliyan ve girtiye. + +Îsmaîl Hemê got çarseriya rasteqîn ew bû ku Desteya Bilind kurd bihatiba çalakkirin da ku tevahiya tevgera kurd bi yek helwest li pêş metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestiya ba, lê bi gotina Hemê, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê her dem ev yek asteng dikir. + + +Efrîn (Rûdaw)- Li dijî êrîşên çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek li bajarên Efrînê û Amûdê derketin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku îro sat 12ê nîvro bi dema Efrînê, bi sedan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) liser rêya bahiyeya Reco xwepêşandanek li dar xistin û tê de piştgiriya xwe bo herêma Kobanî anîn ziman. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de nêzîkî 500 kes beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê dikirin hatin avêtin. + +Xwepêşandana li Efrînê di bin parastina asayişa PYDê de hat lidarxistin. + +Herwiha îro sibehê li bajarê Amûdê jî bi sedan kes li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê yên li ser herêma Kobanî derket. + +Xwepêşandan li Amûdê li ser banga şaxê bajêr yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû û tê de drûşmên li dijî êrîşên DAÎŞê û herihwa yên daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikirin, hatin bilindkirin. + +Ev çend hefte ne çekdarên DAÎŞê ji aliyê rojhilat, rojava û başûr de êrîşî gundên Kurdan li derdora bajarê Kobanî dikin û di encam de şer di navbera wan û YPGê û gundiyan de derketibû. + + +Bedlîs (Rûdaw/DÎHA) - Li Tetwanê bi tevlîbûna 10 hezar kes mitîng hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, diyar kir ku êdî ew dê li her derê pergalê kooperatifan ava bikin û xwe bi xwe qadên bazirganiyê û aboriyê ava bikin. + +Demîrtaş, anî ziman ku dê ji Başurê Kurdistanê heta Rojava li her derê bi xwe bazara xwe ava bikin. + +Demîrtaş, piştî li navçeya Norşînê gel silav kir derbasî navçeya Tetwanê bû. Karwana Demîrtaş, ji aliyê zêdeyî 10 hezar kesan ve hat pêşwazîkirin. + +Mîtîng li ber navenda dan û stendinê ya AVM'ê pêk hat. Li qadê posterê mezin ê Ocalan hat vekirin û li ser poster nivîsa "An muzakereya bi watedar an jî Şer" hat nivîsandin. + +Namzetên Hevşaredariya Tetwanê Perihan Adalmiş û Abdullah Ok, Parlamenterê BDP'ê Husamettin Zenderlioglu, Nazmi Gur û yê serbixwe Kemal Aktaş jî amade bûn. + +Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş anî ziman ku dê ji Başurê Kurdistanê heta Rojava li her derê bi xwe bazara xwe ava bikin. + +Demîrtaş, anî ziman ku ew êdî ber bi azadiyê ve diçin û wekî BDP'ê bi hêza gel û piştgiriya gel hêza xwe ji raya giştî re aşkere bikin. + + Demîrtaş, da zanîn ku ji ber BDPê hêza xwe ji gel digire mezin dibe û wiha got: "Dema partiya me şaredariya Tetwanê dewirgirt 90 milyon TL deynê wê hebû. Lê piştî ku em hatin me haciza ji ser şaredariyê rakir û gelek deynê wê dan. Dê hemû şaredariyên me di nava hevde bihevre bin. Em dê bi riya şaredariyên xwe fireng, zexîre û erzaq ji Rojava re bişînin. Em dê bi riya şaredariyan bazara xwe ya bazirganî û aboriyê ava bikin. Kesên ji nasname û vîna kurdan re hurmetê negirin dê di nava vê pazar û bazirganinê de cih negirin." + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Di navbera Şaredariya Dêrsîmê û xebatkarên wê de Girêbesta Karên Komî (TÎS) hat îmzekirin. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn û Serokê Baskê Sendîkaya Karên Gelemperî (GENEL-ÎŞ) ya Dêrsîmê Hasan Çîçek girêbesta navborî li ber avahiya şaredariyê bi rêwresmekê wajo/îmze kir. + +Girêbesta Karên Komî îro li ber avahiya Şaredariya Dêrsîmê bi beşdariya Şaredar Edîbe Şahîn, endamên rêveberiya şaredariyê, sendîkaya Genel-Îş û hevnamzeda BDPê ya şaredariyê Nûrhayat Altûn hat îmzekirin. + +Li gorî vê girêbestê mafên civakî yên xebatkaran ji sedî 10 lê tê zêdekirin; mûçeyên rojane yên karkeran 17 lîre lê hat zêdekirin (mehane 510 lîre); di Cejna Qurbanê de jî li her xebatkarek 500 lîre, di Roja Aşûrê de jî 150 lîre padaş tê belavkirin. Di heman demê de Roja Aşûrê ji bo xebatkaran betlane ye. + +Di girêbestên berê de jî Şaredariya Dêrsîmê ji bo xebatkarên xwe roja pîrozbahiyên Cejna Newrozê, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan jî ji bo xebatkarên xwe wekî betlane diyar kiribû. + +Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn di rêwresma girêbestê de axivî û got: "Em wek nijad Kurd in, lê baweriya Dêrsîmê Raya Heq (Elewîtî) e; di heman demê de em li dijî zayendperestiya civakî ne û em wekî jin hewl didin rê li ber vê zayendperestiyê bigirin û yeksaniyê pêk bînin. Loma di girêbestên şaredariyê de ji bo van hestiyariyan, xalên pêwendîdar ev deh 10 sal e cih digirin. Em Kurd in, lê em li ser baweriya Rêya Heq in; digel rojên netewî yên wekî Newrozê me ji bo xebatkarên şaredariyê, rojên pîroz ên baweriya xwe wekî betlane destnîşan kirin." + +Şahînê got ku dema hevalên (Rûdaw: Xebatkarên şaredariyê) wan daxwaza mafek an jî tiştek dike, pêwîst e hê zêdetir rêkxistî bin. + +Çîçek jî got ku heta ku şaredarî neketibû destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), şaredariyê nikaribû mûçeyên xebatkarên xwe jî bide û wiha domand: "Lê belê niha şaredarî li hemberî xebatkarên xwe jî li hemberî xelkê Dêrsîmê jî serbilind û serfiraz e. Niha xebatkar di roja xwe de mûçeyên xwe distînin." + +Ji bo hestiyarî û mafnasiya şaredariyê Çîçek li ser navê xebatkaran bi dayîna pilaketek sipasiyên pêşkêşî Şaredar Edîbe Şahînê kir. + +Şaredariya Dêrsîmê ji bo şefafiyetê dahat û çûndiniyên xwe yên sala 2013an jî bi dîwarê şaredariyê ve daliqandî. Şandeya gêncên Almanyayê ku di nav de Kurd jî hebûn û ji bo çavdêriya Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê hatine, piştî rêwresma girêbestê govend gerandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Karayilan derbarê êrîşên komên çekdar yên bi ser Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser navçeya Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku: ";Kurdên Kobanê ne bi tenê ne, û xwest ku Kurdên Bakurê kurdistanê û bi taybet yên li Riha û Deşta Sirûcî alîkariya xelkê wê navçeyê bikin, û Kurdên li herêma Cizîrê û navçeya Efrînê biçin piştevaniya Kobanî bikin û wê êrîşa DAÎŞê vegerînin."; + +Li gorî rojnameya Akşam a Tirkî, ew girîlayên Partiya Kakrkerên Kurdistanê (PKK) yên ku di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de ji Tirkiyê vekişiyane, dê ji bo piştgirîkirina kantonan Rojavayê Kurdistanê bên şandin. + +Akşam dibêje, Serokê (HPG) Murda karayilan gotiye ku ew gêrîleyên ku ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane û gihane Qendîlê, bi erkê nû hatine spartin û dê ji bo Reqa û Kobanî bên şandin da alîkariya hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) bikin. + +Herwiha li gorî zaniyariyên wê rojnameyê, gêrîlayên PKKê bi rêya xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê) derbasî sînorê Sûriyê dibin û xwe dighînin Rojava Kurdistanê, beşek ji wan wê biçin Reqayê û Kobanî û, beşê din jî wê ji bo Efrînê tên şandin. + +Serokê fermandariya HPGê Murad karayilan ragihadn ku ";Berxwedna Kobanî berxwedanek pîroze bo hemû gelên Sûriyê, bi taybetî li himber êrîşên grûpên çekdar ên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), ku hewl didin dest danin li ser herêmê."; + +Ji aliyekî din ve û her li ser vê mijarê Hevserokatiya Kongra Gel ji bo herêma Kobanê ya di bin êrîşa rêxistina DAÎşê de ye, daxuyaniyeke nivîskî da û têde ragihand ku ";Yên ku herî zêde nêzî Kantona Kobanê ne û dikarin destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin, gelên Bakurê Kurdistanê ne, û Pêwîste gelê kurd li wir li dijî partiya AKPê yê desthilatdar ku bi her şêweyan piştgirî dide komên çekdar yên DAIŞê, bi hêrseke mezin biherike kolanan û Ji bo şikandina tecrîda li ser Kobanê, di serî de alîkariya însanî divê di her mijarê de alîkarî were dayîn."; + +Hevserokatiya Kongra Gel diyar kir ku,îekdarên DAIŞê hem ji Tirkiyê alîkariya lojîstîk û çekên giran digirin hem jî ji aliyê rejîma Esed ve bêyî bi ti awayî werin astengkirin, û bi rengî êrîşên xwe yên tund li dijî Kantona Kobanê zêde dikin. + + +Amed (Rûdaw)- Li navçeya Farqînê ya Amedê û di encama destêwerdana polîsan de zarokekî 10 salî bi navê Mehmet Ezer bi bombeya gazê birîndar bû. + +Duh rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Farqînê mîtîng pêk anî û tê de rarlamentera Amedê Leyla Zana, rêveberên BDPê, namzetên hevşaredarên li gundê Qurtê bi girseyî pêşwazî kir. Karwan piştî li taxa Kaleyê daketin bi meş derbasî Karabehlulbeyê bûn. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî mîtîng bi dawî bû polîsan bi maşîneyên zirxî û bombeyên gazê mudaxale kir û di encam de zarokê 10 salî Mehmet Ezer bi bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe ve birîndar bû. + +Ezer rakirin nexweşxaneya dewletê ya Farqînê û pişt re rakirin nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, lê ji ber ku bijîşkên emeliyata mêjî tine bû, Ezer nikare emeliyat bibe. + +Hat zanîn ku rewşa Ezer giran e û lazim e bi lezgin emeliyat bibe. + +Piştî bûyerê malbata Ezer û rêveberên BDPê û namzeta hevşaredariya Amedê Gultan Kişanak û gelek kesên din li ber nexeşwxaneyê kom bûn. + +Li navçeya Farqînê ku bûyeran piştî meşê dest pê kir heta derengê şevê jî li nava kuçe û kolanan berdewam kir. Di bûyeran de 3 kes hatin binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanekî Kurd bi navê Behroz Tobal ê xelkê gundekî nahiyeya Reco ya herêma Efrînê ev 6 rojin wendayî ye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. + +Malbata Behroz ku ji gundê Xerab Silokê ne, di daxuyaniyekê de ragihand ku kurê wan berê di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê de bû, lê pişt re dev ji wan berda. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Behroz roja pêncşemê 20/3/2014 dema dixwest ji gund ber bi Recoyê ve biçe, wenda bû. + +Malbata Behroz herwiha got ku wan serdana fermandarên YPGê li herêmê kirine ji bo ku cihê kurê xwe nas bikin, lê YPGê gotiye ";haya wan ji Behroz nîne û ne li cem wan e";. + +Di daxuyaniyê de Malbata Behroz Tobal diyar kir ku hevalên Behroz gotine ku ";ew ji aliyê îstixbaratên giştî yên YPGê ve hatiye girtin û sedema girtinê jî girêdayê dest vekişandina wî ji YPGê ye";. + +Lê YPGê derbarê wendabûn an jî girtina Behroz de heta niha ti daxuyanî nedaye. + +Malbata Behroz di dawiyê de bang li aliyên peywendîdar kir ku her zanyariyekê derbarê sedem û cihê girtina wî de aşkere bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeyên rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ên girêdayê rêxistina Qaîde de derket. + +YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye di daxuyaniyekê de raghiand ku bi armanca sivkirina êrîşîn çekdarên DAÎŞê yên li dijî herêma Kobanî, roja 23 û 24ê adarê şervanên wan êrîşî gundên Rawiye û Dehmaa yên girêdayî Serê Kaniyê kirin û di encam de şer navbera wan û DAÎŞê derket. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di wî şerî de çekdarên DAÎŞê ji her du gundên ku xelkê wê Ereb in, hatin derxistin û her du gund ketin binn kontrola YPGê. + +Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, YPGê di daxuyaniya xwe de got ku di şer de 15 çekarên DAÎŞê hatin kuştin û çend çekdar jî birîndar bûn, herwiha şervanekî YPGê bi navê Ebas jiyana xwe ji dest da. + +Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên DAÎŞê serê şervanekî YPGê li navçeyeke rojavayê Serê Kaniyê jê kirin. + +Bajarê Serê Kaniyê di bin kontrola YPGê de ye, lê navçeyê rojavayê bajêr û heta ku digihe bajarokê Girê Spî di bin destê DAÎŞê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa herêma Kobanî ku ji 3 aliyan de di bin dorpêç û gefa çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de ye, ew yek nîşan da ku pêwîstî bi yekîtiye û yekrêziyeke di navbera part û aliyên siyasî yên Kurd de heye. + +Di şerê li rojava, rojhilat û başûrê Kobanî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e û gundî ligel çekdarên DAÎŞê şer dikin, lê piştî banga alîkariya ya ku YPGê di 24ê vê mehê de derxist û tê de daxwaza alîkariyê ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ew yek derket holê ku YPGê bi tenê nikare li hember êrîşên çekdaran bisekine. + +Banga YPGê li ser asta Rojavayê Kurdistanê deng veda û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 13 partiyan û çend rêxistinên ciwnana û kesatiyên serbixwe pêk tê, nêrînên cuda anîn ziman. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro derbarê banga YPGê de daxuyaniyek derxist û daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku li xwe vegere û pêgirê rêkeftina Hewlêrê be ku di tîrmeha sala 2012an de navbera ENKS û EGRKê de hatiye îmzekirin û yek ji xalên wê dibêje ";divê Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî bê birêvebirin û parastin";. + +Biro ku niha li Hewlêrê dimîne, diyar kir ku banga YPGê û rewşa niha li herêma Kobanî û çend navçeyên din ên ku rastî êrîşên DAÎŞê tên nîşaneke din e ku aliyek bi tenê nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze. + +Bi heman awayî, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) Ebdilhekîm Beşar ku ew jî li Hewlêrê dijî, bang li PYDê kir ku rê li ber wan vekin ji bo ku ew jî bergiriyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Beşar ku dibêje nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên partiya wî li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin, diyar kir ku ew dixwazin di bin ala xwe yan jî ala kurdî de bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bikin û ew amade ne derbarê vê yekê de diyalogê ligel PYDê bikin. + +Li hember van her du nêrînên, sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Mihyedîn Şêx Alî ku helwestên w’ zêdetir nêzîkî yên PYDê ne, nêrîneke cuda ji ya Biro û Beşar anî ziman. + +Şêx Alî ku li Efrînê dijî got ku ew wek Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd tekîd dikin ku divê hemû curên piştgirî û alîkariyê ji bo YPGê bên pêşkêşkirin ji bo ku parastina herêmên Kurdan bike. + +Şêx Alî bang li serkirdatî û endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd û hemû pêkhateyên ENKSê û EGRKê kir ku destê hev bigirin û ewlekariya Kobanî biparêzin. + +Tevî van daxuyaniyên cuda yên ku ji aliyê sekreterên her sê partiyên ku endamên ENKSê ne derketine, lê belê heta vê gavê ENKSê bi fermî bersiva banga YPGê nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên li dijî herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Hevpeymaniya opozîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";hevpeymaniya opozîsyonê karên hovane û tawanên ku DAÎŞ li dijî sivîlên li Girsê Spî û Kobanî pêk tîne şermezar dike";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew kar û tawanên ku DAÎŞ derheqê hemwelatiyên sivîl li Girê Spî û Kobanî dike, dikevin xizmeta rejîma Sûriyê de. + +Hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got ku gelê Sûriyê û Artêşa Azad wê sînorekî ji tawan û kiryarên DAÎŞê re li rojhilat û rojhilatê Sûriyê dane. + +Ev çend hefte ne çekdarên DAÎŞê ji her sê aliyên rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî de êrîşî navçeyên Kurdan dike û herî dawî duh êrîşî gundê Xribet Eto li rojavayê Kobanî kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim dibêje ku ew Îranê nadeyne nav rêzên wan welatên ku piştevaniya neyarên Kurdan û bi taybetî grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dikin. + +Bi gotina heserokê PYDê, welatên Siûdiye, Qeter û Tirkiyê piştgiriya temam ji grûpa DAÎŞ re dikin. + +Di rojên borî de, çavkaniyên nûçeyan bal kişandibûn ser nameya Newrozê ya Salih Mislim li bajarê Dosêldorfa Alamaniya û ragihandibûn ku hevserokê PYDê hikûmetên Îranê, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştevaniya DAÎŞê tohmetbar kirine. + +Di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re Mislim red dike ku wî Îran di rêzên welatên ku piştevaniya DAÎŞê dikin danabe û dibêje wî di merasîma Dosêldorfê de behsa Îranê nekiriye û tenê amaje bi wê yekê kiriye ku Siûdiyê, Qeter, Tirkiyê û vê dawiyê jî hikûmeta Sûriyê bi dayina çek û cebilxaneyê û şandina tankan alîkariya grûpa DAÎŞê dikin. + +Di meha tebaxa 2013an de Mislim serdana paytexta Îran Tehranê kir û piştî hevdîtinên ligel rayedarên Îranê ragihand ku derbarê dijîtiya hêzên radîkal û selefî de ligel rayedarên Îranê guftûgo kirine. + +Bi gotina hevserokê PYDê roleke girîng a Îranê di pêşhatiyên siyasî yên Sûriyê de li xwe digre û herwiha dijîtiya hêzên radîkal û selefî dike ji ber ku ew grûp jî dijîtiya Şî`e û Elewiyan dikin û ev yek jî weke sedema jihevnêzîkbûna xwe û hikûmeta Îranê nirxand. + +Hêzên Opozîsyona Sûriyê, hinek welatên herêmî û rojavayî Tehranê bi piştevaniya Beşar Esed û dijîtiya neyarên wî tometbar dikin. + +Hikûmeta Îranê jî bi awayekî aşkere piştevaniya xwe ji hikûmeta Esed re derdibre û opozîsyona vî welatî bi ";terorîst"; binav dike û di heman demê de Siûdiye, Tirkiyê û welatên Rojava û bi taybetî Amerîka bi hewldana rûxandina rejîma Esed tometbar dike. + +Qamişlo (Rûdaw)- Di nava mehekê de ev cara sêyem e li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed derdikeve. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvro xwepêşandanek li bajêr ji bo piştgirîkirina Esed derket. + +Di xwepêşandanê de hejmarek fermanber û xwendekarên dibistanê di bin gefa dûrxistina wan ji fermanberî û dibistanê de beşdar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwepêşander li ber Navenda Kultûrê ya Erebî kom bûn û ber bi çerxerêya Sebih Behrat li nav bajêr meşiyan. + +Xwepêşandana îro di bin parastina çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris de hat lidarxistin û tê de durşmên ku piştgiriya Esed û hêzên rejîmê dikin hatin bilindkirin. + +Di 6 û 15ê vê mehê de jî xwepêşandan ji bo pitşgirîkirina Esed û hêzên rejîmê li Qamşlo derketibûn. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji duh de grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) êrîşên xwe li rojavayê herêma Kobanî li gundên Xerab Eto û Zormixarê berdewam dike û bi top û tankan ji bajarê Cerablusê de navendên YPGê yên girêdayî PYDê li gundê Zormixarê bombebaran dike. + +Di encama êrîşên DAÎŞê de heta vê demê şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye, li aliyê DAIŞ jî kuştî û birîndar hene. + +Herwiha di encama êrîşên DAÎŞê de li rojavayê herêma Kobanî piraniya hemwelatiyên gundê Zormixarê ji ber top û bombeyên DAÎŞê ji gund derdikevin û berve gundên herêma Kobanî ve koçber dibin. + +Zormixar gundekî li rex çemê Firatê ye û li ber sînorê welatê Tirkiyê û li rojhilatê bajarê Cerablusê dikeve, herdu neteweyên Kurd û Ereb lê dijîn, tenê çemê Firat di navbera Zormixar û Cerablusê de heye. + +Li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Girê Spî jî, DAÎŞ ji gundên Çelbê û Bîrguno û Mellûh Elgumer de gundên Kurdan wek Kendal, Girê Sor û Evdukoyî bi tank û hawenan bombebaran dike. + +Li başûrê herêma Kobanî û li aliyê çarrêya Sirînê û pira Qereqozaqê, ji duh de eniya şer aram e û ti pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de çênebûne. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li bajarê Amedê derbarê mijara cihê binaxkirina cenazeyê Şêx Saîd de li ber nexweşxaneya Alman a Deriyê Çiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. + +Namzeta Şaredariya Amedê ya HAK-PARê Sevgî Moray û Serokê HAK-PARê yê Amedê Vasif Kahraman diyar kirin ku cenazeyê Şêx Saîd û 47 hevalên wî ku di sala 1925an de hatibûn bidarvekirin li cihê vê nexweşxaneya taybet hatine veşartin. + +HAK-PARiyan destnîşan kirin ku destûra çêkirina nexweşxaneyê ji aliyê Şaredariya BDPê ve hatiye dayîn û nexweşxane ji aliyê mutahîtek ku niha siyasetê dike ve hatiye çêkirin. + +Moray û Kahraman xwestin ku nexweşxane were hilweşandin û ji bo Şêx Saîd û hevalên wî bîrdariyek bê çêkirin. + +HAK-PARiyan hem şaredariya BDPê û hem jî mutahîtê ku navê wî nedan û dibêjin niha ew kes siyasetmedar e, bi tundî rexne kirin. + + +Stenbol (Rûdaw)- 8 rojnamevanên Kurd ên ji dosa ";Komîteya Çapemeniya KCKê"; ku ji 20ê kanûna 2011an heta niha girtî bûn, serbest hatin berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, 8 rojnamevanên Kurd ên ku di Azadiya Welat, Ozgur Gundem, DÎHA, ANF, Firat Dagitim û Modernîteya Demokratik de dixebitîn û di 20ê kanûna 2011an de ji doza ";Komîteya çapemeniya KCKê"; hatibûn girtin, serbest hatin berdan. + +Rojnamevanên jin Semiha Alankuş, Nevin Erdemîr ji girtîgeha Tîpa Jinan a Bakirkoyê û rojnamevan Kenan Kirkaya, Mazlum Ozdemir, Mehmet Emîn Yildirim, Huseyîn Denîz, Haydar Tekin û Şehmus Fidan ji girtîgehaTîpa F a Kandiraye serbest hatin berdan. + +Rojnamevan Yuksel Genç, Turabî Kîşîn, Nuri Firat, Ramazan Pekgoz, Ertuş Bozkurt, Mikail Barut û Davut Uçar jî nehatin berdan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara nû ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdaw bi çend mijar û hevpeyvînên girîng û zengîn îro ket ber destê xwendevanan. + +Di hejmara vê hefteyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê de (hejmar 242), Kurdên diyasporayê li ser hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê nêrînên xwe tînin ziman. + +Parlementerê BDPê Altan Tan di hejmara nû ya Rûdawa Ewropa de behsa siyaseta BDPê ya Kurdên oldar dike. + +Mijarek li ser helwesta Xiristiyaniyên li Sûriyê derbarê xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin di hejmara 242 ya Rûdawa Ewropa de cih digire. + +Herwiha hevpeyvînek ligel Vedat Turgut ku di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê di 30ê Adarê de namzetê Hüda Parêyê şaridariya Baglarê li Amedê ye hatiye kirin û di vê hejmarê de cih digire. + +Çend mijarên din jî wek hilbijartinên civatên şaredariyên Holendayê û ku tê de çend Kurdêm biserketin û serkirdeyekî Kurdên Îsraîlê dibêje deriyê wezareta derve ya Îsraîlê ji Kurdan re vekiriye di Rûdawa Ewropa de cih digirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerê yê PYDê ye û çekdarên DAÎŞê yên girêdayê Qaîde li derdora herêma kobanî giran dibe. + +Şerê li wê herêmê gihişte asta ku YPGê alîkariyê ji hêz û aliyên syasuyên din yên Kurdistanê bixwaze. + +ji ber vê yekê ciwanên Kurdên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê koçberên nerînin xwe tînin ziman. + +Şerê li derdora herêma Kobanî ev çend hefte ne didome û duh jî li rojavayê Kobanî şer giran bû. + +Roja sêşemê jî çekdarên DAÎŞê êrîşê gundê Xirbet Eto li başûrê Kobanî kirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên Yekgirtû û Komel ku du partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê ne dibêjin ku grûpa rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAÎŞ) barekî giran e ser Îslamê. + +Bi nêrîna berpirsên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê, çalakiyên çekdarî yên DAÎŞê bûne barekî giran ser Îslamê. + +Berpirsên her du partiyên îslamî di wê baweriyê de ne ku DAÎŞ beşdariya avakirina Iraqê nake, lê belê Iraqê wêran û talan dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di destûra navxweyî ya Tevgera Gorran de mafê xwe namzetkirin ji bo posta berpirsê giştî yê tevgerê hatiye sînordarkirin. + +Destûra navxweyî ya Tevgera Gorran ku li ser malpera fermî ya tevgerê hatiye belavkirin û ji 11 beşan pêk tê. + +Di benda sêyem a beşa neh a destûra Gorran de hatiye diyarkirin ku hilbijartina berpirsê giştî û endamên rêveberiyê 2 salan carekê dibe. + +Di xaleke din a heman bendê de hatiye gotin ku berpirsê giştî û endamên rêveberiyê tenê dikarin 3 caran xwe bo heman postê namzet bikin. + +Li gor wê destûrê jî, berpirsê giştî yê niha yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa dikare heta 6 salên din serkirdatiya wê tevgerê bike. Wate piştî pesendkirina destûra tevgerê dikare 3 carên din xwe ji bo posta berpirsê giştî kandîd bike. + +Destûra navxweyî ya Gorran di yekemîn kongreya tevgerê di rojên 26 û 27ê kanûna 2013an li bajarê Hewlêrê hat pesendkirin. + +Duhok (Rûdaw)- Îro nêzîkî 700 koçberên Rojavayê Kurdistanê di rêya deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Çavkaniyekê ji rêveberiya deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku navbera 600 heta 700 koçberên ku piraniya wan xelkê herêmên Kobanî û Efrînê ne, li aliyê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor kom bû. + +Çavkaniyê diyar kir ku rêveberiya derî îro wek haleteke awarte derî li ber wan koçberan vekir û bi ti awayekî derî li ber koçberiyê bi yekcarî nayê vekirin. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku deriyê Pêşabûr ango Sêmalka ti carî li ber haletên mirovî nehatiye girtin û nayê girtin jî. + +Hin koçberên ku îro derbasî Başûrê Kurdistanê bûn ji Rûdawê re gotin ku ";hejmarek mezin ji wan koçberan ev nêzîkî 20 rojane li ser sînor bûn û li bendê bûn ku derbas bibin";. + +Deriyê Sêmalka li gor rêkeftina Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, di sibata 2013an de bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê hat vekirin. + +Berî ragihandina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve di dawiya meh çile ya borî de, deriyê Sêmalka ji aliyê komîteyên hevbeş ên ENKSê û EGRKê dihat birêvebirin, lê pişt re derî ket bin kontrola kantona Cezîrê û ENKSê nûnerên xwe ji rêveberiya derî vekişandin. + +Dirbêsî (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê, xwepêşandana ku biyar bû îro li bajêr ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî derbikeve, qedexe kir. + +Biryar bû îro li ser banga şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li bajarê Dirbêsiyê xwepêşadanek li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê ên ku ser herêma Kobanî tên kirin, bihata lidarxistin. + +Lê belê asayişa PYDê bi hênceta ku xwepêşanderan destûr û ruxset ji wan ne standiye, daxwaz ji xelkê ku li cihê xwepêşandanê kom bûbûn kir ji hev belav bibin. + +Xwepêşander jî bo ku ti tevlîhevî dernekeve ji hev belav bûn. + +Serokê şaxê ENKSê li Dirbêsiyê Ebdilrehman Elî bûyer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got ";Piştî vî karê asayişa PYDê, me biryar da civîneke awarte li dar bixin ji bo ku em hewlesta xwe bi awayekî fermîa rabgihînin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Derbarê bangewaziya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ji bo şerê Kobanî daxwaza alîkariyê kiribû de, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hertim amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike. + +Berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistan û Sûriyê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî derbarê bangewaziya YPGê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Serokatiya Herêma Kurdistanê hertim amade bû û amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike";. + +Derbendî bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir û got ";Hemû bi hev re bin wek çawa di rêkeftina Hewlêrê de we soza daye";. + +Rêkeftina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê hatibû îmzekirin û di encam Desteya Bilind a Kurd hat avakirin, lê ew karê wê destê rawestiyane. + +Derbendî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina partiyên Rojavayê Kurdistanê ragihand û got ";Em amade ne bi her tiştê ku ji destê me were em alîkariya we bikin";. + +Kobanî (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Xirab Eto li rojavayê bajarê Kobanî. + +Çavkaniyekê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku gundê Xirab Eto ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê. + +Gundê Xirab Eto ku nişteciyên wê Kurd û Ereb in, di çend rojên borî de rastî êrîşên çekdaêrn DAÎŞê hatibû û di encam de şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê de derketibûn. + +Her derbarê rewşa herêma Kobanî û êrîşên DAÎŞê de, serokê hikûmeta kantona Kobanî Enwer Mislim di nameyekê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa kir ku alîkariyên yekser bigihînin Kobanî û di rêyên dîplomasî û siyasî re kar ji bo rawestandina êrîşên DAÎŞê bikin. + +Di nameya xwe de Mislim got ";Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa vekirina deriyên sînorî bi Tirkiyê re ji bo gihandina alîkariyên mirovahî gerantî bikin";. + +Kantona Kobanî di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û 2 partiyên din ên Kurd ve hat ragihandin. + +Derbarê şer û pevçûnên li derdora Kobanî de, peyamnêrê Rûdawê diyar ragihand ku îro tundiya şer sist bûye û tenê pevçûnên sivik li hinek deveran mîna gundê Aşmê li başûrê Kobanî encam dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dê ji bo dîtina Talebanî serdana Almanya bike. + +Bi mebesta haydarbûna ji rewşa tenduristiya Talebanî, hevjîna wî Hêro Îrahîm Ehmed dê serdana Almanya bike. + +Li gorî malpera fermî ya YNKê, behsa wê nehatiye kirin ka xanima yekem a Iraqê dê kînga serdana Almanya bike lê hatiye gotin, ew serdana Hêro Îbrahîm Ehmed ku di heman demê de endama polîtburoya YNKê ye jî, di çarçoveya heman serdanên berê de ye ku bo haydarbûna ji rewşa tenduristiya Talebanî dihat kirin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an tûşî kirîza mêjî bû û ji ber wê jî derbasî Almanya hat kirin û heta niha jî li wir tê dermnakirin. + +Roja 19ê Adara îsal, pijîşkê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm roja 6-7 Adara îsal serdana Almanya kiribû û tomareke vîdyoyî ji Talebanî anîbû Kurdistanê ku tê de Talebanî diaxife. Rayedarên YNKê jî gotin, Talebanî di vîdyoyê de diaxife û rewa wî jî baştir e. + +Li gorî agahiyan, YNK niha mijûlî amadekirina beşek ji dîmenên Talebanî ne bo hilbijartinên Parlamentoya Iraq û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê. + +Xarpêt (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş li navçeya Dep û Kowanciyan ya bajarê Xarpetê di mîtînga hilbijartinên herêmî de axivî û diyar kir ku dê di 30'ê Adarê de partiyên pergalê têk biçin û wiha got: "Yên ku ji BDP'ê bitirsin 4-5 diz in. Bila bitirsin ji ber ku em ê tiştên ku dizîne ji difinê wan re bînin." + +Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya mîtîngên hilbijartinên 30'ê Adarê de çû navçeyên Dep û Kowanciyan yên Xarpêtê. Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, cîgira hevserokên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Ayhan Karabulut û bi hezaran welatî beşdarî mîtîngê bûn. + +Welatiyan bi dirûşma; "PKK gel e, gel li vir e" konvoya BDP'ê pêşwazî kirin û govend gerandin. Li Depê ji 7 salî heta 70 salî rengên kesk, sor û zer hilgirtin. Esnaf û ajokaran piştgirî dan konvoya BDP'ê. Mîtîng li Meydana Depê hat lidarxistin, li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yek jî jê pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan û alên PKK'ê hatin daliqandin. + +Namzedên hevşaredariya Xarpêtê Gonul Taş û Mehmet Uzun, namzedên hevşaredariya Depê Cennet Ayik û Burhan Kocaman gel silav kirin. Demîrtaş dema derket ser dikê girseyê bi deqeyan li çepikan xistin. Demîrtaş da zanîn ku tekez niha Mazlûm Dogan tabloya heyî temaşe dike. + +Demîrtaş diyar kir ku ji bo ji Depê re xizmetê bikin hatine navçeyê û wiha got: "Dê di 30'ê Adarê de partiyên pergalê têk biçin. Dê di 30'ê Adarê de Dep bi ser keve. Yên ku ji BDP'ê têk biçin û bitirsin 4-5 diz in. Bila bitirsin ji ber ku em ê tiştên ku dizîne ji difinê wan re bînin. Îro gelê Depê destê xwe ji maseyê dixe û dê dizan bişînin. Yên ku hatin bijartin, gel jibîr kirin. Di nav 5 salan de derneketin pêşberî we, lê hevalên me her tim ligel we ne. Dê her tim deriyên wan vekirî bin, 24 saetan telefon vekirî bin. Îro serweta wan çiqas be, dê piştî 5 salan jî ewqas be. Malê zêde heram e. mûçê wan diyar e." + +Piştî mîtînga Depê, konvoya BDP'ê berê xwe da Kowanciyan û BDP'î li navçeyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzedê şaredariya Kowanciyan Mehmet Aydogan, namzedên hevşaredariya Xarpêtê gel silav kirin. Bênavber dirûşmên; "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Demîrtaş li vir axaftineke kurt kir û piştre konvoy ber bi Dêrsimê ve bi rêket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Omêd Sebah daxuyaniya Berpirsê Odeya Rêxistina Tevgera Gorranê derbarê pêkanîna hikûmetê ";bêyî partiyên îslamî"; red kir. + +Berpirsê Odeya Rêxistina Tevgera Gorranê, Şemal Ebdulwefa, di hevpeyvînekê de ligel heftenamya Awêne de gotiye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşniyazek bo Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa kiriye ku Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê bi tena xwe û bêyî beşdariya aliyên îslamî kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin. + +Di vê barê de, Omêd Sebah di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ev gotin redkirin û got: ";Ti bingehek ji vê babetê re nîne û dûrî rastiyê ye."; + +Her wiha Sebah di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";Serok Barzanî ligel wê yekê de ye ku hikûmeta binfereh bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn û aliyên îslamî li Kurdistanê jî baş haydarê vê hewlesta Serok Barzanî ne. + + +Amed (Rûdaw) - Li Bakrê Kurdistanê, di salên 1990'an de nêzîkî 4 hezar gund ji ber zextên leşkerî, tîmên taybet û cerdevanan hatin valakirin û gund hatin şewitandin. Ji bo vegera gundan Platforma Vegera Axa Qedîm hat avakirin u dest bi xebatê kirin. Endamê Platformê û Serokê Goç-Dera Amedê Vecîh Aydogan, diyar kir ku ew dê êdî bi xwe birînên xwe derman bikin. + +Li herêmên kurdî yên Tirkiyê di salên 1990'an de bi navê "Têkoşîna li dijî PKK'ê" ji aliyê hêzên dewletê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve nêzîkî 4 hezar gund hatin valakirin û hatin şewitandin. Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe koç kirin û çûn li bajar û metrepolan bi cih bûn. Kurdên ku ji cih û warê xwe koç kirin di aliyê çand, ziman, civakî, aborî û jiyanê de gellek zor û zehmetiyên mezin jiyan. + +Piştî zagona "Zerarên ji ber Terorê pêk hatine" xwestin qerebû bikin û bi vê yekê xwestin rê li pêşiya darizandina li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bigirin û destûr nedin ku DMME derbarê Tirkiyê de dozê veke. Di vê pêvajoyê de ji bo ku welatî karibin dîsa li gundên vegerin xwe di pêşengiya KCD'ê de xebatek hat meşandin. KCD ji bo dîsa vegera gundan bide destpêkirin Platforma Vegera Axa Qedîm hat avakirin u dest bi xebatan kirin. + Endamê Platformê û Serokê şaxa Amedê ya komeleya koçeriyê (Goç-Derê) Vecih Aydogan, derbarê xebat û armanca platforê de agahî dan û anî ziman ku li Amedê di navbera 2-3'ê meha Mijdara îsal de konferans pêk hat û di vê konferansê de ji bo vegera gundan biryar hat girtin. + +Aydogan, diyar kir ku di konferansê de 28 biryar hatin girtin û biryara herî girîng jî ji bo vegera gundan meşandina xebatan bû. Aydogan, anî ziman ku li aliyekî xwestin bibin cerdevan û yên nebûn cerdevan jî bi zorê hatin koçkirin û niha axa wan hatiye dagîrkirin. Aydogan, da zanîn ku ji bo vegera gundên hatine valakirin komîsyonek ava kirin û vê komîsyonê ji nûve dest bi xebatê kiriye. + +Aydogan, destnîşan kir ku bi rêya komîsyona han welatiyên 2 gundan û 5 mezrikan serî li wan dane û ji bo vegera gundan dest bi xebatê kirine. Aydogan, got ku ji bo welatiyên 2 gund û 5 bajarokên Pîronê li gundê xwe û warê xwe vegerin dest bi karê pratîk kirine û xwest êdî hemû welatî li ax û warê xwe û gundên xwe vegerin û wiha got: "Heta niha me gellek kar di aliyê agahî û axaftinê de kir. Lê niha em dest bi xebata pratîkê dikin. + +serok Goç-Dera Amedê Aydogan anî ziman ku êdî ti bendewariyên wan ji dewletê tine û dê hemû pirsgirêkên xwe û birînên xwe bi xwe derman bikin û çareser bikin. + +Vecîh Aydogan, di berdewamiya gotinên xwe de ragihand ku pergala cerdevaniyê heta neyê rakirin veger jî pêş nakeve ji ber ku astengiya herî mezin pergala cerdevaniyê ye. Aydogan, da zanîn ku berî her tiştî divê pergala cerdevaniyê bi dawî bibe û zeviyên bi mîn bên paqijkirin. Aydogan, diyar kir ku zagona hêjmar 5233'ê zagonek qirêj e û ev zagon birînên gel kûrtir dike û ne ji bo çareseriya pirsgirekan e. Di sala 2004'an de ji bo rê li pêş DMME'ê bigirin ev zagon derxistin û xewstin bi vê zagonê her tiştî berovajî nîşan bidin. Piştî vê zagonê 162 hezar mirovan serlêdan kirin. + +Aydogan, anî ziman ku di encama polîtîkayên dewletê û tundiya dewletê de gund hatin valakirin û piştî sala 1995'an zêdeyî 500 hezar karkerên demsalî pêş ketin û ev sedema wê koçberiya bi zorê ye. + +Vecîh Aydogan + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand, dê bi mebesta alîkarîkirina penaberan nûnertiyeke xwe li Herêma Kurdistanê vebike. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeke YE kir ku ji nûnerê taybet ê Komîsara Bilind a YE bo karûbarên Derve Kirîstiyan Bêrger û balyoza YE li Iraqê Yana Haypaşkova û hinek berpirsên din ên Ewropa pê dihat. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. + +Di nûçeyê de hat gotin ku şanda mêvan ragihandiye ku YE piştevaniya hilbijartinan dike û bo vê jî tîmeke taybet bo amadekarî û çavdêriya hilbijartinan dişîne Iraq û Herêma Kurdistanê. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya vê yekê kir û girîng nirxand. + +Her wiha hat zanîn, şanda Ewropa ragihand ku dê di nav çend hefteyên bê de bi mebesta alîkarîkirina mirovî ya penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê nûnertiyeke xwe li Hewlêrê vebike. + +Di mijara rewşa penaberên Sûriyê de jî rayedarên Ewropî pesnê Herêma Kurdistanê dank u bi awayekî baş xwedî li penaberan derketiye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, nêrînên cuda di nava partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li pey xwe anîn. + +YPG, ku ji 19ê vê mehê ve li dijî çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li derdoara bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê şer dike, roja 24ê mehê di daxuyaniykê de bang li aliyên Kurdistanî kir ku alîkarî û piştgiriya wan bikin. + +Li ser vê banga YPGê 3 nêrînin cuda di nava partiyên siyasî yên Rojhialtê Kurdistanê de derketiye. + +Beşek ji wan partiyan dibêjin ku ew amade ne ji aliyê siyasî ve alîkariya wan bikin, hin partiyên din jî dibêjin ku eger hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê bi hevre daxwz bikin ew dê hêzên pêşmerge bişînin Rojavayê Kurdistanê û hinek jî dibêjin ku ew banga YPG hewleke ne cidî ye. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê bi beşdariya derdora deh hezar kesî, mîtîngeke mezin ji aliyê BDPê ve hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş got ku vê qelebalixa mezin ji niha ve encamên hilbijartinên Dêrsîmê eşkera kiriye. + +Di mîtînga ku îro ji aliyê Hêzên Yekbûyî yên Şoreşger (BDP, EMEP, HDP, ESP, Partîzan)ve li Meydana Seyîd Riza hat lidarxistin de Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, Wekîlê Koma BDPê Îdrîs Balûken, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Levent Tuzel, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yuksekdag axivîn. Hunermend Ferhat Tûnç, hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney, Akin Bîrdal û nûnerên partiyên Hêzên Yekbûyî yên Şoreşger jî amade bûn. + +Destpêkê Yuksekdag axivî û got ku Partiya Gel a Komarî (CHP) dest daye destê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku bi nijadperestiyê tê nasîn. + +Piştî Yuksekdagê, Serokê Giştî yê EMEPê Levent Tuzel axivî. Tuzel got ku li Dêrsîmê du cor deng hene û domand: "Yek jê dengê serdestan û yên nûnerên serdastan e; dengê din jî dengê hêzên kedê û dengê gel e." + +Tuzel, diyar kir ku dê di 30yê Adarê de dê Dêrsîm pişt bid hevnamzedên aştî û kedê. + +Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş dema derket ser dikê coş û xiroşeke germ û gurr bi girseyê ket. Demîrtaş jî li hemberî vê pêşwaziyê, bejna xwe tewand. Demîrtaş, ji girseya ku ew ji zêdebûna wê dilşad bû re daxuyand ku qelebalixê ti hêvî ji namzedên partiyên din re nehêştiye. + +Dema ji girseyê dirûşmeya 'Em bi te serbilind in' berz bû, Demîrtaş jî heman hest li girseyê zîvirand û got: "Ya rast em bi we serbilind in. Hûn ewqas baş li hevnamzedan xwedî derketin, li pêşberî we hinarikên rûyê me sor dibin. Bi encaman re bi serkeftina ku şayanî Dêrsîmê ye, em ê şeva 30yê Adarê dîsa heman meydanê bi fîşengên hewayî serkeftina gelê xwe pîroz bikin." + +Herwiha Demîrtaş di axaftina xwe de bi nimûneyên şênber bal kişand ser kêşeyên ku pêş 10 salan Dêrsîm di nav de asê mabû. Demîrtaş di vê çarçoveyê de qala xebatên ku ev deh sal e şaredariya BDPê bi pêş xistine, kir. + +Demîrtaş destnîşan kir ku li seranserê Bakur û Tirkiyê yekane bajarê ku hîç tiştek hinardeyê derve nake Dêrsîm e. Di vî warî de Demîrtaş wiha pê de çû: "Ji ber ku niha wekî berê ji destê serdestan nayê mîna 1937-38an komkujiyan pêk bînin; lewma dixwazin niha jî bi hejarkirinê Dêrsîmê vala bikin. + +Dema AKPê hat ser text, Dêrsîmê di warê hejarî û rewşa aborî de bajarê 52em bû, niha bûye 58em. Ev paşkeftin a çi ye? Dêrsîm 6 rêzên din hejar bûye. Ev polîtîkaya bi zanatî ji aliyê hikûmetê ve hatiye bipêşxiştin. Ji ber ku armanc kêmkirina nifûsê/gelheya me ye. Nemaze di encama van polîtîkayan de gelheya Dêrsîmê ji sedî 50 daket. Çemê Minzûrê, nirxên dîrokî yê Dêrsîmê bi bendavan dixin bin avê. Di hundirê 4 salan de ji sedan 90ê zeviyan tune kirin. Serdest dixwazin ku li Dêrsîmê, dêrsimî nejîn, biterikînin biçin." + +Demîrtaş, da zanîn ku dê li kêleka Bîrdariya Seyîd Riza, peykerên Mazlûm Dogan û Îbrahîm Kaypakka jî dayînin. + +Demîrtaş di axaftina xwe de AKP û CHP bi tundî rexne kirin. Demîrtaş, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) rexne kir û got ku di bûyerên Geziyê de bi zanatî nîşana zarokên Elewiyan hatiye girtin. + +Li aliyê din Demîrtaş got ku heta niha 6 partiyên wan hatine girtin û BDP partiya wan 7em e. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Me 90 caran zêdetir xizmetguzariyên ku CHPê di 90 salan de bi cih neaniye, bi cih aniye. Rindiya ku herî mezin CHP dikare ji Dêrsîmê re bike ev e: Dev ji Dêrsîmê berbide, Dêrsîmê ji Dêrsîmê re bihêle. Jixwe mantalîteya CHPê rê li ber kêşeyên li Dêrsîmê vekir. Cûdahiya AKPê ji CHPê, keskbûna we ye. AKP hinek ji CHPê kesktir e. Keskahiya dolaran û keskahiya din. + +Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got ku ew hevnamzedên BDPê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn dispêrin Dêrsîmê. + +Serdana Demîrtaş a Dêrsîmê didome. Hevserokê BDPê dê serdana navçeyên Qisle, Pilemoriye, Pilûrê jî bike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ti pêwendiyeke telefonî di navbera Barzanî û Malikî de çênebûye. + +Hinek malperên erebî û iraqî îdia kirin ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser kuştina rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî, bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axiviye û ji ber gotinên xwe ku gotibû ";divê em tola Bidêwî bistînin"; lêborîn ji Barzanî xwastiye. + +Li hember vê yek, berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, ji Rûdawê re axivî û ew nûçe û îdia bi derew derxist û got, ew nûçe û îdia rast nînin. + +Dr. Omêd Sebah her wiha diyar kir ku ti pêwendiyeke telefonî di navbera Malikî û Barzanî de çênebûye. + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ku cenazeyê hunermend Siyamend Oskullî ji Tirkiyê gihişte herêma Kobanî, li goristana gundê Termik hat binaxkiribûn. + +Di merasîma binaxkirina hunermend Siyamend Oskullî de, gelek gotin ji aliyê dost û hevalên wî û saziyên rewşenbîrî ve hatin pêşkêş kirin. + +Siyamend Oskullî roja duşemê 17/3/2014 di encama qulbandina keştiyeke rêwiyan di deryaya Îce de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. + + + +Dirbêsiyê (Rûdaw)- Di wê rojê de ku agirê Newrozê tê de hat vexistin, şandeke kantona Cizîrê ku ji 24 kesan ji tevahiya pêkhateyên netweyî yên Rojavayê Kurdistanê pêk dihat, derbasî Bakurê Kurdistanê bû û piştî 5 rojan ew şand di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegeriya nav Rojava. + +Li gor daxuaniya wezîre perwerde yê kantona Cizîrê, şanda wan ti hevdîtin bi berpirsên hikûmeta Tirkiyê re pêk ne anîne, lê digel BDPê hevdîtin pêk anîbûn. + +Wezîrê perwerde yê kanotna Cizîrê got ";Girîngîdaneke navdewletî bi pirsa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser û kantonan cêbûye";. + +Di nav şanda kantona Cizîrê de Ereb û Suryan jî hebûn. Endamekî Encûmena Yasadanînê ya kantona Cizîrê ku bi xwe Ereb e, bal kişande ser sedema lezkirina wan di vegerê de. + +Dema derbasbûna vê şandê de, Artêşa Tirkiyê ku bi kare çavdêrîkirina sînor radibe, ketibû liveke ne normal de. + +Kantona Cizîrê di 21/1/2014 de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e roja 5/4/2014 kongreya yekgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê bê lidarxistin. + +Ew çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ji Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du Partiyên Azadî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk tên ku heyameke di eniyeke siyasî de bi navê Yekîtiya Siyasî kar dikin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e ew çar partî di bin navê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê de bibin yek û serkirdatiyekê ji 51 kesan pêk bînin. + +Hejmara endamên wan partiyan di kongreyê de bi vî awayî ye: Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) 360 endam, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê 90 endam, Partiya Azadî ya din jî bi heman awayî 90 endam û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê 60 endam. + +Tevî ku Rojavayê Kurdistanê nîvçe azad e, lê her çar partiyên Rojavayê Kurdistanê wê kongreya xwe li Başûrê Kurdistanê li dar bixin bi hênceta ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rê li karên wan digire. + +Ew kongre wê bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin û guman heye ku ji ber bi cih nebûna hemû endamên serkirdatiya her çar partiyan di partiya nû de, hinek rêxistinên din ava bikin, lê ev bi tenê gumana hinek şirovekarên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha ti hewleke wiha nayê dîtin. + +Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê di dawiya sala 2012an de hat avakirin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û şermezarkirina êrîşên DAÎŞê li dijî wê herêmê were lidarxistin. + +Xwepêşandana îro li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TVK) ye û wek di banga wê tevgerê de hatiye gotin, xwepêşandan dê piştî nimêja înê li ber mizgefta Qasimo li taxa Xerbî destpêbike. + +TCKê di banga xwe de daxwaz kir ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin de were aktîvkirin ";ji bo ku her kes bikaribe bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bike";. + +Duh şaxê ENKSê li bajarê Dirbêsiyê xwepêşandeke li dijî êrîşên DAÎŞê yên li ser herêma Kobanî tên kirin li dar xist, lê belê asayişa Dirbêsiyê ya ser bi Partiya yekîtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi hênceta ku destûra asayişê ne standine, xwepêşander ji hev belav kirin. + +Di destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de her roja înê çalakvanên Kurd li ber mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo xwepêşandanên xwe li dar dixsitin, lê ji ber ku rêxistinên ciwanan ên girêdayî PYDê cihê xwepêşandanên xwe li Qamişlo guhertin û anîn ber heman mizgeftê, çalakvanan berê xwe dan çerxerêya Munîr Hebîb û mizgefta Selman Farisî li taxa Enteriyê û li wir xwepêşandanên xwe destpêdikin. + +Di nava vê meha adarê de 3 xwepêşandan li bajarê Qamişlo ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed di bin parastina hêzên ewlekariya rejîmê de hatine lidarxistin û ya herî dawî roja çarşemê ya borî bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa giştî ya Rojavayê Kurdistanê ku girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, derketina hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bo derve û herwiha hatina xelkê bo nav Rojava, bi destûr xwe ve girê dide. + +Asyişa giştî ya Rojavayê Kurdistanê di biryara xwe de ku dibêje armanca wê rêxistina hatin û çûna hemwelatiyan e, got ku her kesê ku bixwaze serdana Rojavayê Kurdistanê bike jê tê xwestin ku 2 wêneyên xwe, kopiyek ji nasnameyê û pasport pê re hebe û herwiha kefîlekî ji Rojavayê Kurdistanê peyda bike. + +Li gor heman biryarê, her hemwelatiyekî ku bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê derbikeve divê destûra asayişa PYDê ku bi ";erêkirina ewlehiyê"; hatiye binavkirin, bistîne û 200 lîreyên sûrî bide. + +Derbarê wê biryarê de, berdevkê ragihandina asayişa PYDê Mihemed Xelo ragihand ku armanca wan ji derxistina vê biryarê ewe ku diyardeya koçbera ne rewa ya ku bazirgan û qaçaxçî pê radibin, nemîne. + +Xelo diyar kir ku biryara wan wê destpêkê li herêma Cizîrê were bicihkirin û eger serbikeve wê pişt re li herêmên Kobanî û Efrînê jî bimeşe. + +Li herêma Cizîrê deriyên sînorî yên Sêmalka, Til Koçer, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ne, ji bilî deriyê Serê Kaniyê ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin, her sê deriyên din vekirî ne. + +Herwiha deriyê Qamişlo ku deriyekî fermî ye di navbera dewleta Sûriyê û dewleta Tirkiyê de, di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Efrînê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî şermezar kir, herwiha piştgiriya ku hemû pêkhateyan daye Yekîneyêna Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, bilind nirxand. + +Şaxê Efrînê yê ENKSê duh daxuyaniyek derbarê rewşa herêma Kobanî de ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê tê, derxist û tê de got ";ew wek ENKSê piştgiriya ku gel bi hemû pêkhateyên xwe ve daye YPGê li Kobanî bilind dinirxîne";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";YPGê bi xwîna xwe dastanên fedakrî û qaremaniyê tomar kirine û di hemû şeran de niştimanperweriya xwe daye xuyakirin";. + +Şaxê Efrînê yê ENKSê herwiha bang li hêzên siyasî û leşkerî yên opozîsyona Sûriyê kir ku li kêleka gelê Kurd rawestin û got ku armanca êrîşîn DAÎŞê ewe ku herêmên Kurdan vala bikin û demografiya wan herêman biguherin. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Ji ber qulbîna paseke xwendekarên zanîngeha Çemçemalê li seyrangeha çemê Rêzan ku bi mebesta seyranê berê xwe dabûn seyrangehên qeza Dukan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, kesekî jiyana xwe ji dest da û 17 kesên din jî birîndar bûn. + +Qaymqamê qeza Dukan Aso Bekir Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro înê paseke ku hemû rêwiyên wê xwendekar bûn, li seyrangeha çemê Rêzan qulibî";. + +Mistefa diyar kir ku di bûyerê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 17 xwendekarên din ên kur û keç birîndar bûn. + +Mistefa herwiha got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Dukan û Silêmaniyê û birînên wan ne giran in. + +Xwendekarên ku di pasê de bûn ên kolêca perwerde ya zanîngeha Çemçemalê ne. + +Kobanî (Rûdaw)- Li hember êrîşên wan ên li dijî gundên herêmên Kobanî û Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi top û hawenan êrîşî çekdarên DAÎŞê li rojavayê Kobanî kirin. + +Çavkaniyekê ji nav YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku duh şervanên YPGê êrîşî grûpeke çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li gundê Yarqoyî li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Girê Spî kir. + +Çavkaniyê hejmara kuştî û birîndarên wê êrîşî aşkere nekir, lê got ku çend çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne. + +Her li gor hema çavkaniyê, li rojavayê herêma Kobanî jî YPGê bi top û hawenan êrîşe çekdarên DAÎŞê li gundên Xerab Eto û Cideydê kirin û di encam de jî kuştî û birînda li aliyê DAÎŞê hebûn. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şerê li gundê Yarqoyî de 5 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Ev yekemîn car e ku YPGê çekên giran wek Top û Hawenan li dijî DAÎŞê li herêma Kobanî bikar tîne. Gundên Xerab Eto û Cideydê ku Kurd û Ereb tê de dijîn di bin kontrola DAÎŞê de ne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Cezaa yê girêdayî bajarokê Til Koçer ê girêdayî parêzgeha Hesekê, şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê de derket û di encam de hejmarek kes hatine kuştin. + +Şahidekî bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja çarşemê çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Cezaa kirin û gund ji bin kontrola YPGê derxistin. + +Li gor wî şahidî, duh piştî nîvro YPGê car din çekdarên DAÎŞê ji gundê Cezaa derxistin û li derdora gund şerekî giran navbera her du aliyan derket. + +Şahidê ku ne xwest navê wî bê aşkerkirin, got ";Di encama şer de 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji wan birîndarbû, herwiha bi dehan çekdarên DAÎŞê hatin kuştin";. + +Bi gotina wî şahidî, di nava çekdarên DAÎŞê yê hatine kuştin de çend çekdarên Kurd jî hebûn û navên Emîr el-Ekrad, ebû Yûsif el-Kurdistanî, Ebû Marî el-Kurdistanî û Ebû Mûaz el-Ensarî, herwiha berpirsê ragihandina DAÎŞê li wê herêmê yê bi navê Ebû Beraa el-Tayî birîndar bû. + +Kesekî din ê nêzîkî bûyerê derbarê şerê li Cezaayê de ji Rûdawê re ragihand ku duh çekdarên DAÎŞê êrîşî navendeke leşkerî ya YPGê li gundê Cezaa kirin û 4 şervanên YPGê birîndar kirin. + +Çavkaniyê got ku di encama wê êrîşê de şer navbera her du aliyan derket û heta nîvê şeva borî berdewam bû. + +Bi gotina wî kesê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, her çar birînarên YPGê li nexweşxaneya mezin a bajarê Dêrikê dihatin dermankirin û ji ber giraniya birînên yekî ji wan ew îro sibehê rakirin nexweşaneyeke bajarê Qamişlo. + +Çavkaniyê diyar kir ku di şerê Cezaa de 20 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) belav kiriye ku di şerê li Cezaayê de zêdetirî 30 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Heta niha YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye derbarê bûyerê û hejmara kuştî û birîndaran de ti daxuyanî belav nekiriye. + +Gundê Cezaa li başûrê rojavayê bajarokê Til Koçer dikeve û hemû nişteciyên wê erebên û piraniya wan ji eşîra Şemer in. + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku ji bo Kurdan ne dema xwestinê ye lê 'dema bicihanîna daxwazê' ye û got, "30'ê Adarê hilbijartina rêveberiya xweser e. Di hilbijartinan de 4 bajarên mezin dikarin bibin 4 kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê." Ok her wiha ragihand, pêwîstî bi bangawaziya YPGê bo alîkariyê nedikir ji ber ku divê gel bixwe here alîkariya Rojava. + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê li Tirkiyê û herêmê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Ok, anî ziman ku Newroza 2014'an asta baş a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê raxistiye pêş çavan û diyar kir, di asta heyî de divê îsal, muzakereyên esasî li ser bingeha qanûnî were rûniştandin, mercên ewlekarî, tenduristî û azadî yên Rêbertî dibêje bi awayekî paralel û bi hev re bicih werin anîn, hiqûqa muzakereyê were diyarkirin û bi şêweyê ku Ocalan rast dibîne û dibêje bi heyetan re xebat werin meşandin. + +Ok, da zanîn ku pêwîste AKP neçarî guhertin û gav avêtinê bê hîştin û wiha got: "Eger ev nebe tevgera me bi deklarasyonekê aşkera kiribû; Emê li Kurdistanê azadiya xwe, sîstema xwe têkoşîna xwe, bi xwe pêk bînin. Yanî ez êdî ji vê re nabêjim rêveqetîn e, rê diyar bûye. Eger piştî hilbijartinan AKP hişê xwe bîne serê xwe û di pêvajoyên herî kaotîk ên jiyaye de, demokrasiyeke radîkal û muzakereyên bingehîn bi Rêbertiyê re bide destpêkirin, pêwistiyên vê bicih bîne, wê baş be. Ya ku em û gelê me dixwaze ev e; lê ev deriyekî biçûk e. Şanseke biçûk e." + +Wî rayedarê PKKê, destnîşan kir ku eger AKP nêzîkatiyeke rast ji şert û mercên muzakereyê re nîşan nede, divê gelê Kurd ji îro û pê ve bi têkoşîna xwe ya rewa ya serhildanan û avakirina sîstema xwe re, bersivê bide vê salê û got, "Bingeha vê heye. Ez dikarim vê bêjim. Mînak; eger di van hilbijartinan de li Başûrê rojava Riha weke bajarê mezin ji aliyê BDP'ê ve were qezençkirin, li qada navîn Amed ji xwe wê BDP qezenç bike. Li Botanê Mêrdîn were qezençkirin û li Serhedê jî Wan weke bajarê mezin bê qezençkirin, li Kurdistanê çar bajarên mezin dikarin bibin çar kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê. Di şûna 'ez wê dixwazim, vê dixwazim' de divê Kurd têkoşîna bidestxistina daxwazên xwe bidin, dem dema wê ye. Li kêleka wê şoreşeke ewçend bi heybet pêk hatiye." + +Sabrî Ok diyar kir ku hemû qirêjiyên AKP û mêtîngeriyê li naverastê belav bûne û anî ziman ku ji vê saetê û pê ve êdî AKP tiştekî ku ji Kurdan re karibe bêje, nîne. + +Ok da xuyakirin ku Ocalan navê referandomê li van hilbijartinan kiriye û got, "Referandom ji bo çi ye? Kurd dê xwe birêve bibin yan wê xwe birêve nebin? Eger ji van hilbijartinan serketin were bidestxistin, BDP, HDP encameke jê hêvî dike bi dest bixe ev tê wateya; Kurd wê bigihêjin rêveberiyên xwe yên xweser. Ewçend girîng e. Divê her Kurd û Kurdistanî bi vî rengî nêzîkî hilbijartinan bibin, dengên xwe bi vî rengî bikar bînin." + +Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku divê ne tenê ji Bakûrê Kurdistanê ji her aliyên Kurdistanê û derveyî welat, keç, xort, jin û mêr ên Kurd berê xwe bidin Rojava. + +Ok, diyar kir ku li Rojava şoreşeke bi rûmet derketiye holê û anî ziman ku hin dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî nikarin xwe li vê rabigirin lê diyar e ku hin hêz, ku Tirkiye, Qatar, rejîma Sûriyeyê, hêzên navneteweyî û dûvikên wan El Qaîde jî di nav de, naxwazin Rojava aram be û wiha anî ziman: ";Sînorên ku bi zorê li derveyî vîna Kurdan hatine xêzkirin, li pêşiya vê nikarin bibin asteng. Ji xwe têkoşîna me jî li dijî vê ye, em vê red dikin. Çawa çê dibe El Nûsra, El Qaîde ji her deverên cîhanê ciwanan bi navê Misilmantiyê dixapîne û tîne Rojava, Sûriyê dide şerkirin. Ev yek bi temamî ne qanûnî ye, neheq e, hem jî li dijî edaletê ye."; + +li gorî Sabrî Ok, pêwîstî bi bangawaziya YPGê ya alîkariyê nebû ji ber ku Kurd bi awayekî mafdar, adîl û xwezayî dikarin li ser xaka xwe li cem gelê xwe cih bigirin, ";Ji xwe nîvê gellek eşîrên li Bakûr li Rojava ye. Xizmên gellek hevalên me yên şehîd dikevin, li vî alî ne. Ji bo parastina xizmên xwe, ji bo parastina gelê xwe bêguman divê biçin Rojava. Ji bo vê yekê pêwistî bi îlana seferberiya YPG'ê nîne. Bi dîtina min ev ne wezîfeya YPG'ê ye jî";. + + +Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li du cihan meş ji bo piştgiriya Kobanî hat lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku meşa yekem li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) a ser bi ENKSê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a ser bi EGRKê ve hat lidarxistin. + +Meşa TCKê û TCŞê ji pêş mizgefa Qasimo li taxa Xerbî li bajarê Qamşilo dest pê kiribû, herwiha serkirdeyê Hevpeyamniya Niştimanî ya Sûriyê Mihemed Mela Reşîd, ku ew bixwe Kurd e , tê de beşdar bû. + +Herwiha meşa duyem jî li ser banga Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd hat lidarxitin û ew ji pêş mizgefta Selman Farisî destpê kiribû. + +Ev meşa her du rêxistinên ciwanan di bin çavdêriya Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistan de bû, lê di xwepêşandina Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd de hêzên asayişê nediyar bûn. + + Ji roja 19ê mehê ve, êrîşên çekdarên radîkal ên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser bajarê Kobanî berdewamin, û li wir şer û pevçûnên giran di navbera wan çekdarên radîkal ji aliyekî û şervanêna YPGê û gundiyan de destpêrkiriye, û heta niha berdewamin. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, xortekî Başûrê Kurdistanê ku beriya demekî çûbû Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bibû, hatiye kuştin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, xortekî başûrî ku ji bajarê Hewlêrê bû û beriya demekê çûbû Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bibû di şer de hatiye kuştin. + +Hat zanîn ku xebera kuştina wî xortî yê bi navê Hawkar Celal Mamreş îro gihîştiye malbata wî. + +Li gorî agahiyên ku jêderekî ji Asayişa Hewlêrê daye Rûdawê, Hawkar Celal di dawiya sala 2013an de çûye Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bûye û ";li dijî rêjîma Sûriyê"; şer kiriye. + +Tê gotin, xortê han sala 1984an li Hewlêrê ji dayik bûye û dema çûye Sûriyê zarokek wê jî hebûye. + +Çend roj beriya niha jî 11 xort ji Hewlêrê çûn Sûriyê û tevlî komên radîkal bûn û dema gihîştin Sûriyê, name ji malbatên xwe re şandibûn ku gihîştine Sûriyê. + +Piştî derketina komên îslamî yên radîkal li Sûriyê, gellek xortên başûrî bi taybet xortên Helebceyî û Hewlêrî berê xwe didin Sûriyê û tevlî komên radîkal dibin û ";bo xatirê cîhadê li dijî rêjîma Sûriyê"; şer dikin. + +Li gorî agahî û amaran, heta niha zêdetirî 30 xortên başûrî li Sûriyê û li nav komên radîkal de hatine kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rêjeya ava gola Ormiyê li gorî par 40% kêm bûye. Pisporekî îranî jî dibêje, gola Ormiyê bi nexweşiya şêrpencê ketiye û divê were zuhakirin. + +Heta niha çend sal berê dihat gotin ku gola Ormiyê mezintirîn gola Îranê û duyemîn gola şor a cîhanê ye lê gola Ormiyê ketiye rewşek wisa ku mirov nikare vê yekê bêje. + +Ji ber ku li gorî daxuyaniya rêveberê giştî yê parastina jîngehê ya parêzgeha Ormiyê, Husên Ebasnejad, rêjeya ava golê li gorî par 40% kêm bûye. + +Li gorî ajansa ÎSNA ya îranî, Husên Ebasnejad diyar kir ku ji ber kêmbûna baranê û germbûna hewayê gola Ormiyê her ku diçe zuha dibe û ragihand, ev rêje dê di mehên bê de hîn zêdetir be. + +Bikaranîna ava golê bo çandiniyê, kêmbûna baranê û germbûna hewayê wek sebebên serekî yên zuhabûn û kêmbûna ava gola Ormiyê tên zanîn. + +Pisporê jîngeh û çandiniyê yê bi navê Mezdek Mîr Rizayî jî li ser hişkbûna gola Ormiyê dibêje, rewşa gola gellekî metirsîdar e û dê di demek kurt de bibe cihê xoyê. + +Lê li gorî pisporê erdîngariyê Perwîz Kurdewanî, gola Omriyê bi nexweşiya şêrpencê ketiye û divê demildest were zuhakirin. + +Kurdewanî her wiha dibêje, gola Ormiyê êdî nayê rizgarkirin ji ber ku herî kêm 28 milyar metre kûp av jê re pêwîst e, eger salê milyarek av berdin golê û gol jî kun nebe û ava wê nebe hilm di nav 28 salan de dê tijî be! + +Perwîz Kurdewanî her wiha tîne ziman ku gola Ormiyê bi vî rewşa xwe her çiqasî bimîne zirara wê zêdetir e ji ber wê jî çêtir e were zuhakirin û bibe parkek xweşik. + +Ormiye (Rûdaw) - Endamê Encumena Bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê got, navên ku ";li dijî îslamê ne"; dê li ser qad û kolanan werin rakirin. + +Endamê Encumena Bajarê Ormiyê Murteza Pîrî, ragihand ku di encumenê de bi piraniya dengan biryar dane ku navên ";ne îslamî"; li ser qad û konalên Ormiyê werin rakirin û navên îslamî û qurbaniyên komara îslamî di şerên cuda de li wan qad û kolanan bikin. + +Murteza Pîrî her wiha diyar kir ku dê navên gellek ji qad û meydanan bibe azerî û li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di bernameya wan de tine ye ku navên kurdî danên ser qad û kolanên Ormiyê. + +Ev yek di demekê de ye ku hejmara kurdan li wê parêzgehê ji hejmara azeryan zêdetir e. + +Heyamekê beriya niha jî hêzên ewlehî yên komara îslamiya Îranê li Ormiyê navên kurdî yên tevahiya dikan û cihên bazirganî guhertibûn. + +Herweha take enstîtoya kurdî ya wî bajarî ya bi navê Enstîtoya Ehmedê Xanî hate girêdan û çendîn kes ji endamên wê jî bi neçarî welat terikandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka pîrozbahiyên cejna Newroza îsal, 14 kesan di encama bûyerên trafîkê de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. + +Li gorî zanyariyan, ji destpêka Newroza îsal ve heta niha zêdetirî 8 bûyerên trafîk û hatinçûnê li Rojhilatê Kurdistanê çêbûne. + +Li gorî agahiyan, di van bûyeran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne. + +Tê gotin, yek ji sedemên sereke yên wan bûyeran, nebûna planeke diyar ji bo rojên Newrozê ye, ajotvan jî gazidan ji standardnebûna rêyên deverên geşitiyarî dikin û vê yekê bi sedema çêbûna bûyeran didin zanîn. + +Tê zanîn piraniya bûyeran li devera Dêhlorana parêzgeha Îlamê û pişitî wê jî li parêzgeha Ormiyê çê bûne û her yek ji parêzgehên Kirmaşan û Sine jî dikevin rêzên paşê yên bûyerên hatinçûnê. + +Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro (28.03.2014) desteya giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civîna xwe lidarxist û tê de çend biryar hatin standin. + +Nûçegihanê Rûdawê li Qamişloyê ragihand ku di civînê de biryar hate standin ku beyanameyek li ser rewşa Kobanê bê derxistin û herwiha komîteyek 8 kesî ji bo şopandina rewşa Kobanê bê pêkanîn. + +Herwiha desteya giştî ya ENKSê biryar stand ku bi Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê re bicive da ku bi hev re hêvrêziyê bikin ji bo bersivdana banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG). + +Di civînê de ENKSê ragihand ku wê nameyekê li ser girtiyên Kurd û pirsa kesên ku ji kar hatine dûrxistin ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê re bişîne. + +Desteya giştî ya ENKSê herwiha biryar stand ku nameyekê ji Yekîtiya Siyasî re jî bişîne da ku wê li ser bûyerên dawî haydar bike. + +Tê zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel berî çend rojan banga alîkaiyê ji hemû aliyên Kurdistanî kiribû da ku Kobanê ji êrîşên DAIŞê biparêzin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî ku ev çend hefte ne rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) tê, biryar e li bajarên Silêmanî û Hewlêrê 2 xwepêşandan bên lidarxistin. + +Biryar e îro saet 4ê êvarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li ser banga çend rêxistinan ciwanan, xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina herêma Kobanî û li dijî êrîşên DAÎŞê bo ser wê herêmê bê lidarxistin. + +Herwiha wê sibê li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê, xwepêşandanek bê lidarxistin. + +Xwepêşandana li Hewlêrê ku wê sibê yekşemê saet 5ê êvarê destpêbike, li ser banga 5 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Kurd e, lê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku wê di 5ê nîsanê de kongreya xwe li dar bixin, tevlî banga xwepêşandanê nebûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî li ser zarê çavkaniyekê ji serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) veguhestiye ku serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî dixwaze vegere bajarê Silêmaniyê. + +Ew serkirdeyê YNKê ku navê wî nehatiye aşkerekirin got ";Talebanî êdî dikare hevokên bi nîv temamî bêje û xwestiye vegere Silêmaniyê";. + +Bi gotina heman serkirdeyê YNKê ";Zanyariyên hûr û piştrast hene ku rewşa tenduristiya Talebanî baştir dibe û êdî ew kesên li derdora xwe nas dike û hevokên bi nîv temamî dibêje";. + +Li gor nûçeya wê rojnameyê ku çavkaniya wê serkirdeyê YNKê ye, ";Talebnî vê dawiyê xwest vegere mala xwe li Silêmaniyê û gav ji bo vê yekê hatin avêdtin, lê ev yek pêk nehat";. + +Sekirdeyê YNKê herwiha got ";Em nizanin ji ber çi xwesteka Talebanî pêk nehat, bi tenê malbata wî sedema vê yekê dizane";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";hin hewldan hatin dayîn ji bo ku Talebanî bo Londonê bê veguhestin, lê Talebanî ev yek red kir û israr kir ku ew dixwaze vegere Silêmaniyê";. + +Derbarê cihê ku niha Talebanî lê tê dermankirin de, çavkaniyê got ";Em niha nizanin bê serokomar li Berlin an jî li Londonê ye, lê bi tekîd ew ne li Silêmaniyê ye";. + +Herî dawî, bijîşkê taybet ê serokomarê Iraqê, Necmedîn Kerîm ragihandibû ku ";rewşa Talebanî baştir dibe";. + +Serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ji dawiya sala 2012an ve li nexweşxaneyekê Berlinê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Qubad Talebanî kurê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wî baş dibe û got ku hez dike vegere Kurdistanê. + +Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa bavê xwe kir û got ";Tenduristiya wî gelek baştir bûye û şikir ji xweda re roj bi roj baştir dibe";. + +Derbarê dema vegera bavê wî bo Başûrê Kurdistanê de, Qubad Talebanî got ";Ew bi xwe hez dike vegere Kurdistanê, lê ew dizane jî ku dermankirina herî baş ji bo wî ewe ku li cihê xwe bimîne";. + +Derbarê tedbîrên bijîşkî û dema mayîna wî li nexweşxaneyê de, Qubad Talebanî got ";Dem jê re nehatiye danîn û dermankirina wî berdewam dibe, niha di qonaxa dermankirina siruştî de ye ji bo ku hêza xwe vegerîne";. + +Roja 19/3/2014 Tora Medyayî ya Rûdawê belav kir ku bijîşkê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm di serdana xwe ya 6 û 7ê vê meha adarê de bo Almanya, vîdyoyek ligel xwe aniye û tê de Talebanî di dema axaftinê de derdikeve. + +Qubad Talebanî derbarê wê vîdyoyê de got ";haya min jê nîne";. + +serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî roja 17/12/2012 li Bexdayî rastî celteya mejî hat û pişt re ew rakirin nexweşxaneyeke Almanya û ji wê demê de li wir tê dermankirin. + +Heta niha jibilî çend wêneyan, ti vîdyoyeke Talebanî nehatiye belavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji şermezakirina êrîşîn çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî herêma Kobanî hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de ku duh li ser banga rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) derket, bi dehan kes beşdar bûn û durşmên ku piştgiriya Kobanî dikin û êrîşîn DAÎŞê şermezar dikin, hatin bilindkirin. + +Her di xwepêşandana li Serê Kaniyê de ku endam û alîgirên hemû partiyên Kurdan beşdar bûn, gotara Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî hate xwendinû. + +Li gor daxuyaniya rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), di gotara şaxê Serê Kaniyê yê ENKSê de ";tekîd li ser yekrêziya Kurdan û rêkeftina Hewelêrê hat kirin û berxwedana YPGê û xelkê Kobanî bilind hat nirxandin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PYDê jî di gotara xwe de silav ji YPGê re şandin û daxwaz ji hêzên siyasî kir ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin. + + + + + + +Enqere (Rûdaw)- Namzeteke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku ku ji bo dezgehên din heke rexneya wan hebe jî lê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ti rexneyên wan nîne û got ku Rûdaw îspat kir ku ew li her derê ye. + +HDPê îro (29.03.2014) li navenda xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo spasiya rojnemavananbike, bernameyek amade kir û tê de peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqereyê Şewket Herkî jî amade bû. + +Di bernameyê de namzetên HDPê yên şaredariya Enqere Selman Kaya û Songul Erol Abdîl û namzetên navçeya Çankaya yê Mukremîn Barut û Elçin Oz beşdar bûn. + +Namzeta hevserokatiya bajarê Enqere ya HDPê Songul Erol Abdîl di bernemayê de axaftinek kir û got ";Me ev bernameye ji bo spasiya rojnemevanan amade kir. Me xwest ku em werin cem hev û em bi hev re taştiyekê bixwin";. + +Songul Erol Abdîl herwiha ji rojnamevanên amade re got ";We gelek ked daye. Min îsal bi saya we Rûdaw naskir. Rastî jî ez dikarim bêjim keda we gelek e";. + +Namzeta hevserokatiya bajarê Enqere ya HDPê derbarê Rûdawê de wiha got: ";Di nav dezgehên çapemeniyê de min herî zêde Rûdaw dît. Ji bo dezgehên din heke rexneya me hebe jî lê ji bo Rûdawê ti rexneyên me nîne";. + +Songul Erol Abdîl anî ziman ku Rûdaw li li her derê bûn û ji bo vê yekê jî spasiya Rûdaw kir. + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîra karûbarên civakî ya Sûriyê Kînda el-Şemat îro bi serdanekê gihişte bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku Kînda el-Şemat bi serokatiya şandeke wezaretê îro di rêya balafirgeha Qamişlo re gihişte bajêr. + +Peymanêrê Rûdawê diyar kir ku wezîra karûbarên civakî ya Sûriyê xwestiye ligel berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kantona Cizîrê hevdîtina bicive, lê her sê aliyan civîn red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dilşad Ebdurehman ragihand ku paşketina pêkanîn hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê xaleke nerênî ye di proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de û got: ";Berpirsiyarê yekem yê paşketina pêkanîna hikûmetê PDK ye."; +Dilşada Ebdurehman, beşdarî bernameya Nîvroj a Rûdaw TV bû û derbarê pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: ";Ti zemîn nemaye bo pêkanîna hikûmetê."; +Herwiha Ebdurehman derbarê aliyê berpirsiyar di paşketina pêkanîna hikûmetê de diyar kir ku Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) berpirsiyara yekem e di vê pirsê de ji ber ku ";Pê anîna hikûemtê bi wê hatiye spartin."; +Şwêirmendê polîtburoya YNKê her wiha anî ziman ku proseya pêkanîna hikûmetê şaş dest pêkir, ji ber ku gava yekem bi parvekirina postan dest pêkir. +Li gorî gotinên wî rayedarê YNKê, eger yekem car kar li ser bernameya hikûmetê hatiba kirin, dê wiha pêdagirî li ser postan nehatiba kirin. +Derbarê helwêsta hin aliyên din de jî Dilşad Ebdurehman wiha ragihand: ";Hê gellek alî tênegihîştine ka hikûmet çiye, wek nimûne dibêjin me wezaret divêt, me wezîr navêt, birastî tiştê wiha di hikûmetê de nîne."; +Ebdurehman her wiha PDK û YNK bi zerermendên yekem ên paşketina pêkanîna hikûmetê da zanîn û got: ";Aliyên opozîsyonê dikarin wî tiştî bo xwe bi awayeke gellke profeşinal bikar bînin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Lîstikên şampiyonya Bez û Lîstikên Meydanî ya Iraqê bo kur û keçan berdewame, keçên kurd jî bi temamî lîstik kontrol kirine. + +Îro, 29.03.2014, di roja dawiyê de, keçên kurd ên tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê di astekî bilind de karîn encamên herî baş bidest bixin. + +Di lîstika Xwehilavêtina Sê Gav de lîstikvana tîma Silêmaniyê, Şemam Semed karî pileya yekê bidest bixe, herwiha Dilsoz Obêd ji heman tîmê pileyta sêyem bidest xist. + +Di beza 200 metir de jî, Hêdîl Rehîm ji tîma Sîrwnana Nû pileya yekê bidest xist û Lava jî pileya duyem bidest xist. + + Herwiha di çarçoveya şampiyonyê de, Salî ji tîma Hewlêrê pileya yekem a lîstika Halterê û Wirîşe Sîrwan jî di pileya duyem de hat. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçoveya kampanyaya ";Saeta Erdê"; de li Hewlêrê jî dê saetekê hemû çirayên nav bajêr tên vemirandin. + +Îro (29.03.2014), li welatê Swîsrayê kampanyaya ";Saeta Erdê"; dest pêkir, ku wek hişyariyekê ye bo girîngiya kêmxerçkirina enerjiyê. + +Di çarçoveya vê kampanyayê de, dê demjimêr 20:30 bi dema Herêma Kurdistanê, saetekê çira bên vemiranidn, Hewlêr jî tevlî vê çalakiyê dibe. + +Di sala 2007an de, ev kampanya li welatê Sengapûrê hat encamdan û pişt re li seranserê cîhanê belav bû. Ji wê demê ve her sal roja 29ê Adarê demjimêr 18:30 bi dema Grînîç, ji aliyê ";Sendûqa Navdewletî ya Sirûştê"; ve ev kampanya tê serpereştîkirin, bo komkirina alîkariyên darayî da ku di projeyên sirûştî de bên bikaranîn. + +Di vê kampanyayê de, nêzîkî 7 hezar bajar û bajarok li seranserê cîhanê beşdar dibin, û bo yek saetê elektîrk û çirayan vedimirînin. + +Ji nav devêrên herî navdar li cîhanê yên ku beşdarî vê kampanyayê dibin avahiya navdar li NewYorkê Empire State, Koşka Krîmlin li Rûsyayê û birca Efel li Parîsê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê de dengên partiyên kurdî dê zêde bibe, partiyên başûrî her wiha li ser vê yekê jî hevdeng in ku AKP dê bibe yekem û vê yekê jî bi sûda kurdên Bakûr û Başûrê Kurdistanê dibînin. + +Endamê Jora Pêwendiyan a Tevgera Gorranê Şivan Qelyasanî, li ser hilbijartinn sibê yên Tirkiyê ji Rûdawê re got, ji ber hevrikiya navbera partiyan bi taybet nakokiyên navbera AKP û Gulen, heta encamên hilbijartinan eşkere nebin ez bawer nakim karîgeriyekî wisa hebe lê kîjan partiyê desthilat xist destê xwe ew dê li ser pirsa kurd û aştî li Bakûrê Kurdistanê karîger be. + +Qilyasanî her wiha texmîna xwe li ser encamên hilbijartinan jî eşkere kir û got, ew partî û aliyên ku baweriya wan bi aştiyê hebe dê bi ser bikevin, heta niha jî wisa tê dîtin ku partiya AKPê dê bi ser bikeve. + +Berpirsê Pêwendiyên Komela Îslamî ya Kurdistanê Bîlal Silêman jî li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re axivî û got, ez hêvîdar im ku gelê kurd li Tirkiyê dengên xwe bide wan hêzan ku birastî parastina kurdan dikin ji ber ku ev li gorî berjewendiyên kurdan e. + +Bîlal Silêmanî anî ziman ku AKP tenê alîgiriya kurdan nake lê di hilbijartinan de dê dengên herî zêde bidest bîne. + +Berpirsê Pêwendiyên YNKê Seidî Ehmed Pîre jî nêrînên xwe li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re got. Pîre anî ziman ku niha li Bakûrê Kurdistanê êdî çek û şer nemaye û aramî heye û yekdengiyek li nav kurdan de heye. + +Seidî Pîre diyar kir ku di hilbijartinên vê carê de dengên kurdan dê zêde bibe û wiha axivî: ";Li Bakûrê Kurdistanê hevrikiyek tund di navbera BDP û AKPê de heye lê her çi be bi sûda kurdan e û ji bo Herêma Kurdistanê jî baş e."; + +Li gorî wî berpirsê YNKê, nakokiyên navbera AKP û Cemaeta Gulen zêde karîgeriyê li ser dengên AKPê nake ji ber ku Cemaeta Gulen tenê ji nakokiyên partiyên siyasî sûd werdigirin lê AKPê li Tirkiyê pêvajoyek daye destpêkirin ku jibilî wê ti partiyekî din nikare bide meşandin. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Elî, jî ji Rûdawê re got ku her hilbijartina ku li Tirkiyê were kirin yekser karîgeriyê li ser pirsa kurd li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dike. + +Li gorî Ebûbekir Elî, AKP dê dîsa bibe yekem ji ber ku partiyên din bi çavekî teng li pirsa kurd dinêrin, ji ber wê jî serkeftina îslama demokratîk û liberal li Tirkiyê bi sûda kurdên Bakûr, Başûr û Rojava ye, dengên kurdan jî dê zêde bibe. + +Endamê Serokatiya PDKê Ehmed Kanî jî ji Rûdawê re axivî û got, hilbijartinên Tirkiyê derfetekî dide pêşiya kurdan ku dengên xwe zêde bikin. + +Ehmed Kanî diyar kir ku eger AKP siyaseta xwe ya niha bidomîne dê baş bibe lê dengên BDPê jî dê zêde bibe ev jî tê wateya kêmbûna dengên AKPê li Bakûrê Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên grûpên çekdarî û DAÎŞê li dijî navçeyên Kurdan şermezar kir û xwest ew û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê li hember van êrîşan helwesta xwe bikin yek. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê duh daxuyaniyek derxist û tê de got ku ev zêdetirî salekê ye navçeyên Kurdan Ii Sûriyê rastî êrîşên grûpên çekdarî û di nav de DAÎŞê tên. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanaca wan êrîşan ewe ku Kurd herêmên xwe vala bikin û ";ewlekariya neteweyî ya kurdî jî dikine armanca xwe";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de ew êrîş, teqîn û dorpêç şermezar kir û daxwaz ji gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê kir bi hev re bergiriyê li navçeyên xwe bikin. + +ENKSê herwiha got ku ji wê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) tê xwestin ku rêz û helwesta xwe li hember wan êrîşan bikin yek. + +Di daxyaniya ENKSê de herwiha daxwaz ji hemû hêz û partiyên Kurdistanê hat xwestin ku piştgiriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin. + +ENKSê ku endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de daxwaz ji ji hevpeymaniyê û hemû hêzên din ên opozîsyonê kir ku bêdeng nemînin û helwesteke aşkere derbarê gelê Kurd de bidin. + +Amed (Rûdaw)- Ligel destpêkirina proseya dengdanê ya hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, berf li Amedê, Agirî û Dêrsîmê bariye. + +Li bajarê Amedê ji saetên serê sibehê de berf dibare û tevî vê yekê hemwelatî berê xwe didin navendên hilbijartinan û dengê xwe didin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, li bajarê Agirî jî berfa di saetên sibehê de bariya bajêr xemiland. Hat ragihandin ku ji ber berfê rêya gelek gundan hatiye girtin. + +Îro hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpêkirin û nêzîkî 53 milyon kes dikarin deng bidin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di rojeke wek îro de serokomarê Kurdistanê pêşwa Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê yê Riojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin. + +Qazî Mihemed di 1ê gulana sala 1900an li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîkbûye. + +Qazî Mihemed di 30ê adara 1947an li meydana Çarçira ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin. + +Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû. + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest da. Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên Kurd li hev dicivîne. + +Ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve + +Di 22yê kanûna paşîn a 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê) li Mehabdaê ragihand. + +Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çwar Çira ya Mehabadê hatin bidarvekirin. + +Qazî Mihemed berî ku bê bidarvekirin wesiyetek nivîsandiye. + +Wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistine û di beşeke wê de wiha pêşewa wiha dibêje ";Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xweda êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de be qed li we nabihure";. + +Qazî Mihemed herwiha di beşeke din de dibêje ";Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e. + +Di wesiyetê de herwiha hatiye gotin: ";Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ku armanca wê avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûrriyê de, dê di 3yê nîsanê de li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin, lê heta niha peyrew navxweyî ango ";nîzama daxilî"; ya partiya nû ne amade ye. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna duh ya komîteya amadekar a kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de, biryar hat standin ku kongre roja 3/4/2014 li Hewlêrê bê lidarxistin. + +Her li gor heman çavkaniyê, ji ber ku nakokî di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê de hene, roja lidarxistina kongreyê ku biryar bû 5ê nîsanê be, hat pêşxistin. + +Her du partiyên Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hevpeymana xwe el-Partî bi wê yekê tometbar dikin ku her tim astengan li ber lidarxistina kongreyê derdixe û ji ber vê yekê jî çend caran roja wê hatiye paşxistin, lê el-Partî van tometan red dike. + +Tevî ku 3 roj ji bo lidarxistina kongreyê re mane, lê belê heta niha nîzama daxilî ya partiya nû bi temamî nehatiye amadekirin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Rûdawê, her çar partî li ser hilbijartina sekreterê partiya nû li hev nekirine û hin dixwazin di kongreyê de bê hilbijartin û hin jî dixwazin serkirdatiya partiya nû ku wê ji 51 kesan pêk were, sekreter ji nav xwe destnîşan bikin. + +Tevî ku navê sekreterê niha yê el-Partî Ebdilhekîm Beşar wek kandîd ji bo posta sekreterê partiya nû tê behskirin, lê belê çavkaniyên Rûdawê amaje dikin ku nerazîbûneke di nav endamên her çar partiyan li ser kandîdkirina wî hene û dibe ku ji ber vê yekê astengî li ber serkeftina karên kongreyê derbikevin. + +Herwiha pirsgirêkeke din di navbera her çar partiyan de heye ku ew jî tevlîkirina endamên navçeyî ango mentiqî û fireiyan û awayê hilbijartin yan jî parvebûna wan di partiya nû de ye, ji ber, li gor zanyariyên Rûdawê, serkirdatiya Yekîtiya Siyasî bi cidî li ser vê meselê nesekiniye û ";bi tenê li ser parvekirina postên serkirdatiyê nîqaş kirine";. + +Li gor rêkeftina ku di navbera her çar partiyan hatiye îmzekirin, ji koma 51 endamên serkirkdatiya partiya nû, bi tenê wê 30 kes di kongreyê de bên hilbijartin. Her 21 endamên din wê el-Partî 8 kesan, her du partiyên azadî her yek ji wan 5 kesan û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê jî 3 kesan ji nav partiyên xwe hilbijêrin û bi navê ";grûpa gerentiyê"; ango ";el-kutle el-Damîne"; hatine binavakirin. + +Ji ber vê yekê jî di nava serkirdatiya her çar partiyan de rikberiyeke mezin derketiye holê û bûne grûp û grûp û her yek ji wan dixwaze cihê xwe di el-Kutle el-Damîne de veke. + +Çavdêrên siyasî dibêjin ku eger serkirdeyên her çar partiyan cihê xwe di serkirdatiya partiya nû de nebînin, dibe ku hin partî û rêxistinê din ava bikin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Rûdawê, el-Partî ku ji koma 600 endamên kongreyê 360 endamên wê hene, soz daye her sê partiyên din ku ji nava wan 6 an jî 7 kesan di kongreyê de hilbijêre û wan tevlî serkirdatiya partiya nû bike. + +Amed (Rûdaw) – Hevserokê Partiy Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de li navçeya Kayapinara Amedê dengê xwe avêt sindoqê. + +Bi destpêkirina dengdanê re li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xelk berê xwe didin navendên dengdanê û dengên xwe davêjin sindoqan. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş jî li navçeya Kayapinara Amedê û li dibistana şehîd Tevfîq Pehlivan dengê xwe da. + +Demîrtaş, piştî dengdanê got, ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ij gelê re bixêr û bioxur be. + + + +Amed (Rûdaw)- Li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê îro berfeke zêde bariyaye û ji ber vê yekê gelek dengderên wan navçeyan nikarin tevlî hilbijartinan bibin. + +Li gor navenda keş û hewayê li Tirkiyê, gelek gund û navçeyên Erdexan, Erzrûm, Agirî, Qers û Bidlîs ji ber berfa ku zêde bariyaye nikarin ji gund û navçeyên xwe derkevin. + +Hat ragihandin ku ji ber berfê û bagerên wê gelek hemwelatî nikarin xwe bighînin navendên dengdanê li wan navçeyan. + +Parêzgarê bajarê Amedê ji bo ku ew gund û navçeyên ku ji ber berfê yan lehiyê nikarin ji warên xwe derkevin, balafir amede kirine û wê wan têxe xizmeta hilbijartinê. + +hat zanîn ku li bajarên Amasiya Samsûn û Trabzonê li Tirkiyê berf bariyaye û rêyên gelek gundan jî ji çûn û hatinê re hatine girtin + +Bedlîs (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku li bajarê Bedlîsê yê Bakûrê Kurdistanê ";pisûlayên mohrkirî"; didin dengderan her wiha li bajarê Rihayê jî ";degdan bi awayekî vekirî"; tê meşandin. + +Li gorî rojnameya Radîkalê, li navçeya Tetwanê ya Bakûrê Kurdistanê, pisûleyên ku berê hatibûn mohrkirin li ser dengderan hatin belavkirin, ev jî bû sedema nerazîbûna endamên encumena sindoqên wê deverê. + +Li gorî nûçeyê, hat zanîn ku serokê encumena sindoqên Tetwanê pisûleyên dengdanê li mala xwe de mohr kiriye û paşê aniye navenda dengdanê û li gorî gotiye ";xwastiye asankariyê"; ji dengderan re bike. + +Ji aliyekî din, li gundê Safê yê ser bi navçeya Bozova ya Rihayê dengder hatine neçarkirin ku bi awayekî vekirî deng bidin. + +Li gorî agahiyan, li gundê Safê komek ji çavdêrên BDPê ji navenda dengdanê hatine derxistin lê piştî ku hêzên ewlehiyê ji rewşê hatine agahdarkirin, gotine em nikarin bên. + +Tê gotin li bajarokê Ovakişla yê girêdayî navçeya Axlatê ya Bedlîsê jî çavdêrên AKPê ji dengderan xwastine bi awayekî vekirî deng bidin ji ber wê jî alozî derketiye. + +Hat zanîn, alozî di navbera endam û alîgirên BDP û AKPê de derketiye. + +Li Bakûrê Kurdistanê, hevrikiyek tund di navbera AKP û BDPê de li ser bidestxistina dengan heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku otombêleke bombekirî ku çekdarên DAÎŞê dixwestin derbasî herêma Kobanî bikin, hat teqandin. + +YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê xwestin otombêleke bomberkirî ji gundê Ebû Sirê li rojhilatê Kobanî derbasî kantona Kobanî bikin, lê hewla sernegirt. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku berî otombêla bombekirî derbasî sînorê herêma Kobanî bibe, şervanên YPGê ew aşkere kirin û karîn wê biteqînin. + +YPGê herwiha got ku di teqînê de kesên di nava otombêlê de hatin kuştin, lê behsa hejmara wan nekir. + +Her di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YPGê 2 kemîn li rojhilat û rojavayê herêma Kobanî ji çekdarên DAÎŞê re danîn û di encam de çend çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn. + +YPGê aşkere kir ku kemîna yekem li gundê Milûh el-Qemir li rojhilatê Kobanî hat danîn û tê de 2 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn. + +YPGê herwiha got ku kemîna duyem li nêzîk gundê Xerab Eto li rojavayê Kobanî hat danîn û li gor daxuyaniya YPGê, di kemînê de çend çekdar hatin kuştin û hinek çekdarên din jî birîndar bûn. + +Herwiha li gundê Xerab Eto yê di bin kontrola DAÎŞê de, şer di navbera DAÎŞ û YPGê de derket. Li gor daxuyaniya YPGê, di wî şerî de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +YPGê di daxuyaniya xwe de negot bê ji aliyê wê de ti şervanek di wan şer û kemînan de jiyana xwe ji dest daye yan na. + +Ev çend hefte ne şer di navbera YPG û DAÎŞê de li rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanî berdewam dike. + +YPGê dibêje ew li ser rêbaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 13 partiyan û çend rêxistinên xortan û kesatiyên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê dibêje ku YPGê girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, lê YPG û PYDê vê yekê red dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya wê dike, rêzên xwe berfereh dike û tevlîbûna 3 partiyên Kurd qebûl kir. + +Li gor medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurd li Srûiyê, Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê û Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurd li Sûriyê tevlî EGRKê bûn. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku duh berpirsên EGRKê bi awayekî cuda ligel berpirsên her sê partiyan civiyan û tevlîbûna wan qebûl kirin. + +Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê bi serokatiya Ebdilkerîm Siko ye û dibêjin ew li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî kar û xebata xwe dikin. + +Siko berî niha endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) ya baskê Ebdilhekîm Başar bû û di naverasta sala 2012an de jê veqetiya. + +Hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehmed derbarê mijarê de got ku deriyê EGRKê ji hemû hêz û tevgerên ku dixwazin tevlî xebatên wan bibin vekiriye. + +EGRKê li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşe. + +Şirnex(Rûdaw) – Welatiyê kurd ê bi navê Mehmet Şahînê ku li navçeyaSilopiya Şirnaxê dijî, bavê xwe yê 86 salî ji bo dengê xwe bide,da pişta xwe û birser sindoqê. + +Li navçeya Silopî ya Şirnexê, dengdayina ku serê sibê di saet 07.00an bi dema Amedê de dest pê kir, dewam dike. + +Mehmet Şahînê ku li taxaNûhê dijî, ji ber ku bavê wî yê bi navê Yaşar Şahînnikare bi rê ve biçe da pişta xwe û bir ser sindoqê. + +Yaşar Şahîn di bin çavdêriya berpirsiyarên hilbijartinê de raya xwe avêtû kurê wî yê dîsa ew da pişta xwe û bir malê. + +Mehmet Şahîn got ku bawê wî pir mezin e û nikare li ser piya bisekine û wiha dewam kir: "Bavê min xwest ku raya xwe bavêje. Min jî dilê wî nehişt. Min ewda pişta xwe û anî dibistanê." + +Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê dê 5ê êvarê bi dema Amedê û 6ê êvarê bi dema Hewlêrê biqede. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed peyamek belav kir û ragihand, gelê kurd bi vê helkeftê bi hêviyeke mezintir li paşerojê dinêre. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta şêst û heftemîn salvegera bidarvekirina pêşewa û serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ve, li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir. + +Naveroka peyama Barzanî wiha ye: + +";Di salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de, em silavan ji rûhê pakê Qazî Mihemed û hemû şehîdên rêzya azadiyê re dişînin. Merg û fedakariyên pêşwa Qazî ji bo xatirê berdewamiya xebata gelê kurd bû. + +Bidarvekirina Qazî û hevlên xwe wî, hestên kurdinî û azadîxwaziyê li nav kurdan de bihêztir kir. Em bi vê helkeftê tekez li ser peyama aştî û rewabûna doza gelê xwe dikin û gelê kurd bi hêviyek mezintir li paşerojê dinêrin."; + +Mûş (Rûdaw) – Li bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê, otobûseke rêwiyan qulibî û 20 kes birîndar bûn. + +Li gor agahiyan otobûsa bi plakaya 34 UNJ 65 ya ku şofêrê wê ne diyar e ji Aydinê diçû Wanê,li ser rêyaMûş-Bedlîsê li herêma Çîzmeburnuyê ji ber ku rê şemitok bû, welgeriya. + +Di qezayê de 20 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. + +Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy hat cihê qezayê û daxuyand ku tîman di cihê bûyerê de lêkolîn kirine. + +Buyukersoy diyar kir ku lastîkên otobûsê yên havînê ne û derbarê bûyerê de lêpirsîn dê dewam bike. + +Amed (Rûdaw) – Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, li bajarê Amedê dengdan qediya û dest bi jimartina dengan hat kirin… + +Îro li Tirkiyê hilbijartinên herêmî li seranserê welêt birêve çû. Li hinek deveran bi taybet li piraniya bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê dengdanê li gorî herêmên rojava yên Tirkiyê saetekê zûtir dest pê kir lewma saetekê jî zûtir bidawî bû. + +Peyamnêrê Rûdawê li Amedê jî ragihand, saet 4ê êvarê bi dema Amedê (5ê êvarê bi dema Hewlêrê) dengdan li Amedê û gellek deverên Bakûrê Kurdistanê qediya û jimartina dengan dest pê kir. + +Dengan li deverên din ên Tirkiyê jî dê saet 5ê êvarê bi dema Enqerê û 6ê êvarê bi dema Hewlêrê biqede. + +Li gorî qanûnên hilbijartinê yên Tirkiyê, dengdan li bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlik, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dê saet 7ê sibê dest pê bike û 4ê êvarê biqede, li bajarên din jî dê dengdan saet 8ê sibê dest pê bike û 5ê êvarê biqede. + +Amed (Rûdaw) – Endamê kurd ê Parlamentoya Swêdê Cebar Emîn ku wek çavdêrê hilbijartinan li Tirkiyê ye, ragihand ku li AKPê li deverekî bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê sextekarî kiriye lê hêzên ewlehiyê rê nedane wan çavdêriya wê derê bikin. +Parlamenterê kurd ê Swêdê Cebar Emîn, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, îro li ew û 3 çavdêrên din ku hemû ewropî bûn, piştî ku hatin agahdarkirin li gundekî nêzîkî bajarokê Çermikê yê Amedê AKP di hilbijartinan de sextekariyê dike, çûne wê derê. +Cebar Emîn da zanîn, ji ber wê jî demildest ber bi wê navenda dengdanê ve çûn û xwastin çavdêriya wir bikin lê ew serbazên ku li wir bûn nehîştin ew derbasî navenda denganê bibin her wiha rê nedan nûnerên partiyên opozîsyonê jî ku derbasî wir bibin. +Wî çavdêrê kurd destnîşan kir ku serbazên tirk xwastin wêneyên ku wan derbarê bûyerê de kişandibûn, ji wan bisîtinin lê wan nehîştin. +Emîn her wiha diyar kir ku wan serdana 3 navendên din jî kirin lê li wan deran ti sextekariyek nehat dîtin. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê dengdana ku di 07:00ê serê sibê de dest pê kir, di 16:00yê êvarî de qediya. Niha hê hejmartina dengan berdewam dike. Li navenda Dêrsîmê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi 5 hezar 51 dengî li pêş e. Partiya Gel a Komarî CHP bi 3 hezar û 400 dengan heta niha di dengên vebûyî de wekî partiya duyem; namzedê serbixwe jî bi stendina hezar û 603 dengî wekî sêyem, Partiya Dad û Geşedan (AKP)ê bi wergirtina 750 dengî wekî partiya çarem di vê pêşbirkê de dibeze. + +BDP ji niha ve li Kolana Cûmhûriyetê li ber nivîsîngeha xwe ya hilbijartinan a li navenda Dêrsîmê dest bi teqandina fîşengên şahiyê kir. + +Herwiha li navçeyên Xozat, Pilemoriye û Qisleyê CHP, li Pilûrê namzedê serbixwe yê Federasyona t a Gelan (DHF) li pêş e. Navçeya Pêrtagê jî şaredarî di navbera namzedê HDP û AKPê diçe û tê, lê heta niha namzedê AKPê gavek li peş e. +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên ku cara yekem girtî jî dengên xwe didin de li Dêrsîmê 4 girtî dengên xwe didin. +Li Dêrsîmê 61 hezar û 813 dengdêr hene + +Li gorî zanyariyên ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinan a Navçeya Navendî li parêzgeha Dêrsîmê 61 hezar 813 dengdêr hene. Ji bo van dengdêran li navend bajêr û navçeyên wê bi tevahî 500 sindoqên dengdanê hatine danîn. +Hejmara sindoqên dengdanê û dengderan li navend û li navçeyan wiha ne: + +Li navenda Dêrsîmê 129 sindoq - 24 hezar 921 dengder; +li navçeya Pêrtagê 63 sindoq - 8 hezar û 871 dengder; +li navçeya Qisleyê 29 sindoq - 2 hezar 557 denger; +li navçeya Mazgêrdê 83 sindoq - 6 hezar û 750 dengder; +li navçeya Çêmîşgezegê 45 sindoq - 6 hezar û 454 dengder; +li navçeya Pilemoriye 55 sindoq - 2 hezar û 800 dengder; +li navçeya Pilûrê 61 sindoq - 4 hezar û 880 dengder; +li navçeya Xozatê 35 sindoq - 4 hezar û 580 dengder. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya jimartina dengên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê heta niha derdora 10% sindoqan hatine vekirin. + +Li gorî dengên ku heta niha hatine jimartin, encamên hilbijartinan li Bakûrê Kurdistanê wiha ye: + +Agirî: AKP bi 48.61% li pêş e, +Çewlik: AKP 55.81% li pêş e, +Bedlîs: BDP 45.79% li pêş e, +Amed: BDP 60.15% li pêş e, +Elezîz: AKP 54.95% li pêş e, +Erzîncan: AKP 53.42% li pêş e, +Erzirom: AKP 59.52% li pêş e, +Dîlok: AKP 54.07% li pêş e, +Colemêrg: BDP 64.20% li pêş e, +Meletî: AKP 64.01% li pêş e, +Meres: AKP 52.43% li pêş e, +Mêrdîn: Ehmed Turk 53.39% +Mûş: AKP 47.36% li pêş e, +Sêrt: BDP 52.16% li pêş e, +Sêwas: AKP 57.70% li pêş e, +Dêrsim: BDP: 44.08% li pêş e, +Riha: AKP 61.24% +Wan: BDP 56.80% li pêş e, +Batman: BDP 51.69% +Şirnex: BDP 55.40% +Erdexan: CHP 36.20% +Îdir: MHP 54.55% + +Amed (Rûdaw) – Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, heta niha Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) li Amedê qet deng bidest nexistiye. + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakûr Kurdistanê de, li bajarê Amedê hevrikiyek mezin di navbera BDP û AKPê heye lê mîna her car BDP biser ket. + +Yek ji partiyên din ên kurdî ku li Amedê dixwast dengan bidest bixe, HAKPAR bû lê li gorî agahiyan heta niha wê partiyê ti dengek bidest nexistiye. + +Jibilî HAKPARê, partiya nû ya Huda-Parê jî xwe tevlî hilbijartinan kiribû lê tê pêşbînîkirin ku ew partî jî zêde dengekî ber bi çav qezenc neke. + +Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî namzedê BDPê Mehmet Alî Bûl dengên herî zêde bidest xist. + +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên de cara yekem girtî jî dengên xwe didin. + +Li bajarê Dêrsimê ku zêda serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan namzedê BDPê Mehmet Alî Bûl serkeftin bidest xist û BDPê ev yek pîroz kir. + +Namzedê BDPê yê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl kiye? + +Di sala 1967an de li navçeya Pêrtagê ya ser bi Dêrsîmê ji dayîk bûye.Di sala 1981ê de Dûvnavendiya Endustri Meslek (Pîşeyî) ya Dêrsîmê qedandiye. Ji sala 1992an û vir ve di Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê de dixebite. Endamê Sendîkaya YOL-ÎŞê ye. Di hilbijartinên vê sendîkayê yên sala 2010an de wekî Sekreterê Darayî yê Desteya Rêveber ê Baskê Duyem hat hilbijartin. Zewijandî û bavê du zarokan e. + +Herçend fermî nebe jî Nûrhayat Altûn jî Hevşaredara Mehmet Alî Bûl e. +Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, dengderê herî pîr kurdekî xelkê navçeya Erûhê ya Sêrtê bû ku bi alîkariya gopal û mirovên xwe çû ser sindoqê û dengê xwe da. +Pîremêrê bi navê Mihemed Esen ku temenê wî 129 sal e û xelkê gundê Gedîkaşarê yê Erûha Sêrtê ye, çû Erûhê û dengê xwe da. +Mihemed Esen ku wek pîrtirîn dengderê Tirkiyê hat binavkirin, piştî denganê ji ber ku bi tirkî nizanîbû bi kurdî got, ez hêvî dikim hilbijartin bibe sebeba biratî û aştiyê di navbera kurdan û tirkan de. + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê dengdana ku di 07:00ê serê sibê de dest pê kir, di 16:00yê êvarî de qediya. Niha hê hejmartina dengan berdewam dike. Li navenda Dêrsîmê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP bi 5 hezar 51 dengî li pêş e. Partiya Gel a Komarî CHP bi 3 hezar û 400 dengan heta niha di dengên vebûyî de wekî partiya duyem; namzedê serbixwe jî bi stendina hezar û 603 dengî wekî sêyem, Partiya Dad û Geşedan AKPê bi wergirtina 750 dengî wekî partiya çarem di vê pêşbirkê de dibeze. +BDP ji niha ve li Kolana Cûmhûriyetê li ber nivîsîngeha xwe ya hilbijartinan a li navenda Dêrsîmê dest bi teqandina fîşengên şahiyê kir. +Herwiha li navçeyên Xozat, Pilemoriye û Qisleyê CHP, li Pilûrê namzedê serbixwe yê Federasyona t a Gelan (DHF) li pêş e. Navçeya Pêrtagê jî şaredarî di navbera namzedê HDP û AKPê diçe û tê, lê heta niha namzedê AKPê gavek li peş e. +Di Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê de şaredar, endamên Civata Giştî ya Bajêr, endamên Civata Giştî ya Şaredariyê û keyayên gund û bajêr diyar dibin. Di van hilbijartinên ku cara yekem girtî jî dengên xwe didin de li Dêrsîmê 4 girtî dengên xwe didin. +Li Dêrsîmê 61 hezar û 813 dengdêr hene +Li gorî zanyariyên ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinan a Navçeya Navendî li parêzgeha Dêrsîmê 61 hezar 813 dengdêr hene. Ji bo van dengdêran li navend bajêr û navçeyên wê bi tevahî 500 sindoqên dengdanê hatine danîn. +Hejmara sindoqên dengdanê û dengderan li navend û li navçeyan wiha ne: +Li navenda Dêrsîmê 129 sindoq - 24 hezar 921 dengder; +li navçeya Pêrtagê 63 sindoq - 8 hezar û 871 dengder; +li navçeya Qisleyê 29 sindoq - 2 hezar 557 denger; +li navçeya Mazgêrdê 83 sindoq - 6 hezar û 750 dengder; +li navçeya Çêmîşgezegê 45 sindoq - 6 hezar û 454 dengder; +li navçeya Pilemoriye 55 sindoq - 2 hezar û 800 dengder; +li navçeya Pilûrê 61 sindoq - 4 hezar û 880 dengder; +li navçeya Xozatê 35 sindoq - 4 hezar û 580 dengder. +Namzedê BDPê yê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl +Di sala 1967an de li navçeya Pêrtagê ya ser bi Dêrsîmê ji dayîk bûye.Di sala 1981ê de Dûvnavendiya Endustri Meslek (Pîşeyî) ya Dêrsîmê qedandiye. Ji sala 1992an û vir ve di Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsîmê de dixebite. Endamê Sendîkaya YOL-ÎŞê ye. Di hilbijartinên vê sendîkayê yên sala 2010an de wekî Sekreterê Darayî yê Desteya Rêveber ê Baskê Duyem hat hilbijartin. Zewijandî û bavê du zarokan e. +Herçend fermî nebe jî Nûrhayat Altûn jî Hevşaredara Mehmet Alî Bûl e. +Namzedê CHPê ye Şaredariya Dêrsîmê Hizir Bahtiyar Aytaç +Di sala 1957an de li Dêrsîmê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Dêrsîmê qedand. Li Enqereyê Dûvnavendiya Çankayayê kota kir. Piştî ku li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Bîrkariyê/Matematîkê temam kir, qasî demekê mamostatî kir. Piştre Aytaç dest ji mamostatiyê berda û dest bi karên dersxaneyên taybet û kargeriya geştyariyê kir. Aytaç zewicandî û bavê du zarokan e. + +Namzedê Serbixwe yê Şaredariya Dêrsîmê Alî Tacar +Di sala 1962an de li gundê Pûtîk yê ser bi naveda Dêrsîmê ji dayîk bûye. Dibistanên seretayî, navendî û dûvnavendî li Dêrsîmê qedandî. Dema li Zanîngeha Firat a Xarpêtê Beşa Kîmyayê dixwend, ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Ji ber demeke dirêj girtî dimîne, dest ji zanîngehê berdide. Alî Tacar zewijandî û bavê sê zarokan e. + +Namzedê AKPê yê Şaredariya Dêrsîmê Erkan Eroglû +Di sala 1966an de li gundikê Rabatê yê ser bi navenda bajarê Dêrsîmê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seratayî, navendî û dûvnavendî li bajarê Xarpêtê; xwendina bilind jî li bajarê Eskîşehîrê li Zanîngeha Anadolû Beşa Aboriyê qedandiye. Zewijandî û bavê du zarokan e. + +Amed (Rûdaw) - Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de li gorî encamên nefermî li 3 jê bajarên mezin, 11 bajaran, 68 navçeyan û 23 bajarokan bi ser ket. + +BDP'ê di van hilbijartinan de bi giştî li 22 bajaran namzed nîşan da. + +Li gorî encamên nefermî, BDP'ê di van hilbijartinan de 3 bajarên din li bajarên di destê xwe de zêde kir, hejmara şaredariyên xwe derxist 102'an. Li hin navçeyan jî encamên hilbijartinê cihê nîqaşê ne. + +BDP'ê li 3 bajarên mezin, 11 bajar, 68 navçe û 23 bajarokan bi ser ket. Rêjeya dengê BDP'ê li gorî hilbijartinên 2009'an li hin bajaran kêm bû, lê li hin bajaran derket asta rekorê. + +BDP ku di sala 2009'an de ji sedî 5,21 ê dengan stend, di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 20114'an de li gel HDP'ê ev rêje derxist ji sedî 6,36'an. Di nava bajarên ku li şaredariyên BDP'ê zêde bûn Mêrdîn, Agirî û Bedlîs cih digirin. BDP'ê şaredariyên xwe yên Amed, Êlih, Wan, Dêrsim, Sêrt, Colemêrg, Şirnex û Îdir jî parast. + +Bajar, navçe û bajarokên BDP'ê qezenc kiriye ev in: + +AGIRÎ +Navend, Giyadîn, Bazîd û Tûtgax + +ÊLIH +Navend, navçeyên Qûbîn, Kercews û bajarokên Îkîkopru û Balpinar + +BEDLÎS +Navend, navçeyên Ovakişla, Norşîn, Xîzan, Moktî û bajarokê Yolalan + +AMED +Bajarê Mezin, navçeyên Baglar, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxenî, Hênê, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Lice, Farqîn, Sûr û Yenîşehîr + +COLEMÊRG +Navend, navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever, bajarokên Buyukçîftlîk û Bajerge + +ÎDIR +Navend, navçeya Tozan (Tuzluca) û bajarokê Xoşxeber + +ELEZÎZ + +Navçeya Dep'ê + +ERZÎROM +Navçeyên Xinis Karaçoban, Qereyazî û Tekman + +QERS +Navçeya Dîgor + +SEMSÛR +Bajarokên Bulam û Komur + +MÊRDÎN +Bajarê Mezin, navçeyên Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Mehsert û Stewr + +MERSÎN +Navçeya Akdenîz + +MÛŞ +Navçeyên Kop, Milazgirt, Gimgim û bajarokên Esentepe, Rustemgedîk û Ûzgorur + +SÊRT +Navend, navçeyên baykan, Dihê û bajarokên Veyselkaranî, Kayabaglar, Gokçebag, Atabagi û Begendîk + +RIHA +Hewend, Xelfetî, Pirsûs û Wêranşar + +ŞIRNEX +Navend, navçeyên Elkê, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilaban, bajarokên Findik, Sirtkoy, Balvegeren, Kûmçati, Başverîmlî û Gorumlu + +DÊRSIM +Navend û bajarokê Akpazar + +WAN +Bajarê Mezin, navçeyên Mûks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Payizava, Rêya Îpekê, Bêgir, Qelqelî û Serav. + +Amed (Rûdaw) - Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş derbarê hilbijartina herêmî de axivî û diyar kir ku hêza wan a ku gellek desketiyan bidest bixin, hebûye û wiha got: ";Li gellek cihên ku embi AKP’ê re ketibû pêşbirkê me AKP’ê li pey xwe hişt."; + +Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê hilbijartina herêmî yên di 30’ê Adarê de hat lidarxistin, li avahiya BDP’a Amedê daxuyanî da. Demîrtaş diyar kir ku hêza wan a ku gellek desketiyên di hilbijartinê de bidest bixin, hebûye û wiha got: ";Ajansa Anadolu û TRT ambargo danîn li ser partiya me û qetpropagandaya BDP’ê nekirin. Medyaya civakî jî darbeyeke mezin xwar. Gellek hevalên me jî girtî bûn."; + +Demîrtaş anî ziman ku BDP serkeftineke mezin bidest xistiye û wiha pêde çû: ";Di vê hilbijartinê de yên ku biser ketin mirov dikare bibêje ku tenê jin bûn. Jin dibin banê BDP û HDP’ê de serkeftineke mezin bidest xistin. Li her deverê şaredarên jin hene."; + +Derbarê gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de jî Demîrtaş axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serokwezîr dest ji zimanê xwe yê jihevcudakirinê berneda."; + +Demîrtaş destnîşan kir ku ew wekî BDPê li gellek deverên ku di hiljartinê de bi AKP’ê re ketine hilbijartinê AKP li pey xwe hiştine û wiha anî ziman: ";Ev tişteke gellek girîng e. Me hejmara şaredariyên xwe zêde kir. Encameke wiha derxistin ne rehet bû, lê BDP’ê ev yeka kir. Divê hemû kes rêzê nîşanî vîna gel bide."; + +Derbarê sozên ku BDP’ê ji bo piştî hilbijartinê de daye de jî Demîrtaş axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: ";Ji perwerdeya zimanê dayikê heta tenduristiyê emê gellek gavan biavêjin. Em li pişt sozên xwe ne. Çi ji detê me were emê bikin. Emê xebatên xwe berfirehtir bikin. Em texmîn dikin ku di hilbijartina giştî de hêj bêtir serkeftineke mezin bidest bixin."; + +Cizîre (Rûdaw) – Namzeda BDPê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret, ku piştî kuştina bavê xwe neçar mabû here xerîbiyê, di hilbijartinên herêmî de bi dengên hevbajariyên xwe dîsa vegeriya welêt. + +Li Bakûrê Kurdistanê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) karî hejmara şaredariyên xwe li gorî sala 2009an zêde bike û derxîne 102an. + +Ji ber ku BDP di hilbijartinên vê carê de biryar dabû bi sîstema hevşaredariyê beşdar bibe, lewma hejmara namzedên jin ên BDPê ji hemû partiyên Bakûr û Tirkiyê zêdetir bû. + +Yek ji wan jinan, namzeda BDPê ya Cizîra Şirnexê Lelya Îmret bû ku 83% dengên hevbajariyên xwe bidest anî û bû şaredara Cizîrê. +Li gorî ku Lelya Îmret dibêje, dema ew 5 salî bûye hêzên tirk li ber çavên wê bavê wê dikujin û ew jî neçar dimîne bi malbata xwe re here bajarê Bremen ê Almanya. +Leyla ku niha 27 salî ye û dixwîne, piştî 22 salan vegeriyaye welatê xwe û dê serdana qebra bavê xwe bike. +Şaredara genc a kurd, tîne ziman, li Almanya her dem di wê xeyalê de bûye ku vegere Cezîrê û dibêje, ew dê bibe pira navbera Bremen û Cizîrê. +Li gorî sîstema hevşaredariyê ya ku BDPê di hilbijartinan de pêk aniye, hevşaredarê Leylayê jî kesê bi navê Qadir Konur e. + +Sêrt (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê, di navbera xizmên namzedên AK Partî û Partiya Seadetê (SP) de şer derket û di şer denamzedêSPê yê şaredariya navçeyaTilloyêBehmen Aydin mir. Di şer de 6 kes birîndar bûn. + +Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, duh (30.03.2014) di navbera namzedê şaredariyanavçeyaTilloyê Mehmet Mesut Memduhoglu û namzedê Partiya Seadetê Behmen Aydin de rageşî derketibû. Vêrageşiyêli navenda Sêrtê jî dewam kir. + +LiYenîmahalleyê di navbera her du aliyên ku di heman demê de xizmên hev in de nîqaş derket û pişt re jî şer derket. + +Di şer denamzedêSPê yê şaredariya navçeyaTilloyêBehmen Aydin (60) li cihê bûyerêmir.Di şer de Îsmaîl Mers(25), Recep Memduhoglu (38), Idham Aydin (51), Abdulkerîm Abbasîoglu (50),Abdulkerîm Memduhoglu (29) ûMehmet Beyazit Abbasioglu (24) birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. + +Walî Ahmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bûyer piştî encamên hilbijartinê derket. + +Derbareyê bûyerê de lêpirsîn didome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, ji ber ku li Iraqê cudahî tên redkirin û duberetî kûr bûye gellek ji welatiyên iraqî neçar mane cîh û warên xwe biterikînin û berê xwe bin Herêma Kurdistanê. + +Barzanî bi helkefta sersana aşûrî-babilî û cejnên Akîto, peyamek belav kir û jibilî pîrozkirina van cejn û rojên pîroz ên aşûrî, ragihand ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêkvejiyana hemû pêkhateyên netewî ûayînî dike û wiha got: ";Me hemiyan hêvî dikir ku li Iraqa nû de aramî û bihevrebûna ku li Kurdistanê heye, li seranserê Iraqê jî bibînin."; + +Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha tîne ziman: ";Mixabin, niha ji ber redkirina cudahiyan û kûrbûna duberetiyê û geftên li ser jiyanê, gellek ji welatiyên iraqî neçar mane cîh û warên xwe biterikînin û berê xwe bidin Kurdistanê."; + +Serokê Herêma Kurdistanê hêvîdariya xwe anî ziman ku her çi zûtir aştî, aramî û rêzgirtina li hember cudahiyan vegere Iraqê. + +Amûdê (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta şêst û heftemîn salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed merasimek hat lidarxistin. + +Îro roja 31ê Adarê, şêst û heftemîn salvegera serokomarê Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemed ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ye. + +Bi vê helkeftê xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê merasimek bîranîn ji Qazî Mihemed û hevalên wî re li dar xistin. + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. + +Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalkê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. + +Di 22'ê Kanûna 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çar Çira Qazî Mihemed Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) ragihand. Di Kanûna 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 31ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, her çiqas hilbijartinên herêmî bidawî bibe jî lê dîsa li ser hilbijartina muxtarê gundekî pevçûn derket û 28 kes birîndar bûn. + +Li gundê Yayvantepe yê girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li ser hilbijartina muxtariyê duh şer û pevçûn derketibû û di encamê de 4 kes birîndar bibûn ku yek ji wan leşker bû. + +Aloziyên duh, îro jî berdewam kir û şer û pevçûn hîn mezin û di bûyeran de 28 kes birîndar bûn. + +Hat zanîn, birîndar rakirine nexweşxaneya Midyadê lê 24 jê piştî ku hatine dermankirin vegeriyane gundê xwe lê 4 kes hîn di bin çavdêriya pijîşkî de ne. + +Tê gotin, lêkolîn derbarê bûyerên duh û îro de didome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) piştî eşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî li hinek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê dest bi pîrozbahiyan kir. + +Li navçeyên Riha, Şirnex û navçayên Şirnexê, Mêrdîn û Navçeyen Mêrdînê, Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, Wan û navçeyên Wanê piştî ku BDP'ê şaredarî bi dest xist, welatî hatin li ber BDP'ê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. + +Li Mêrdîn, Stewr, Sîlopî, Wan, Bêgirî, Ebex, Colemêrg, Gever, Şemzinan, Çelê, bi 10 hezaran kes li ber avahiyên BDP'ê û taxên cuda bi tevlêbûna parlamenter, rêveberên BDP, Hevşaredaran û nûnerên saziyên sivîl ên civakî kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. + +Di pîrozbahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana, alên KCK, PKK'ê, YGP'ê hatin vekirin. Dîsa rengên, kesk, sor û zer hatin vekirin. + +Bi 10 hezaran kesên li deverên cuda kom bibûn, meşên girseyî pêk anîn û bê navber silogan berz kirin. Di gellek cihan ji 7 salî heta 70 salî, ereb, kurd, suryan, tirkmen û baweriyên din jî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de govend hat gerandin û nirxandinên li ser encama hilbijartinê hat kirin. + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî, BDPê 102 şaredariyên bajar, navçe û bajarokên Bakûrê Kurdistanê qezenc kiriye. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurê pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ku di dema bidarvekirina bavê xwe de 13 salî bû, da zanîn ku dewleta wê demê ya Îranê dixwast cenazê Qazî û hevlên wî çend rojan bi darê ve bimîne. + +Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa bidarvekirina bavê xwe dike û serpêhatiyên xwe tîne ziman… + +Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. + +Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalkê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. + +Di 22'ê Kanûna 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin. Di Kanûna 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30'ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin. + + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredara suryanî ya Mêrdînê Febrûniye Akyol, di hilbijartinên vê carê yên herêmî de herî zêde bal kişand ser xwe. Febrûniye ku wekî nûnerê gelê Suryanî û bindest bû namzed, li ser zimanî Suryanî lîsans dike û li Tirkiyê di nava şaredarên herî genc de cih digire. + +Hevşaredara Suryanî ya Mêrdînê ya BDPê Febrûniye Akyol, ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê hat hilbijartin. Berê jî ji bo parlamenteriya BDP'ê ya Mêrdîn di hilbijartina 2011'an de Erol Dora hatibû hilbijartin. + +Piştî Mêrdîn ket destê BDP'ê li meclîsa Tirkiyeyê Erol Dora û li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê Febrûniye Akyol nûnertiya gelê Suryanî bike. Akyol, dê li gel siyasetmedarê kurd Ehmed Turk bi hevre şaredariya Mêrdînê bi reve bibin. + +Febrûniye Aykol di sala 1988'an de li navçeya Mîdyada Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Marmarayê Beşa Serokvantî û Sigortavaniyê xelas kiriye. Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û çanda Suryanii lîsansa bilind kir. Bi salan e li Komeleya Çanda Suryaniyan a Mîdyadê xebatê dimeşîne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkeftina Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan di hilbijartinên herêmî yên wî welatî de li Erdogan pîroz kir. + +Di daxuyaniyekê de ku ji Rûdawê re jî hatiye şandin, hat gotin ku Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan re axifiye û serkeftina wî di hilbijartinên herêmî de lê pîroz kiriye. + +Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî hêviya xwe aniye ziman ku serkeftina AKPê di hilbijartinan de bibe sedema wê ku Tirkiye gavên mezin di geşekirina aborî, siyasî û demokrasiyê de bavêje û pêvajoya çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê bigihîje encamê da ku çareseriyek mayînde bo pirsa kurd bi xwe re bîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ragihand ku asayişa navçeya Dêrna Axê ya girêdayî bajarokê Çil Axa, çalakiya bîranîna salvegera bidarvekirina serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed qedexe kir. + +Duh li navçeya Dêrna Axê ya girêdayî bajarokê Çil Axa li parêzgeha Hesekê, bi boneya 67emîn salvegera bidarvekirina Qazî Mihemed, çalakiyek ji aliyê TCKê ve hat lidarxsitin. + +TCKê di daxuyaniyekê de got ";Piştî derbasbûna nêzîkî 15 deqeyan ji destpêkirina çalakiyê, hêzên asayişa PYDê û YPGê bi 3 otombîlan avêtin ser cihê çalakiyê û gule bi asman de berdan û xelk bi zorê ji hev belav kirin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl û endamê TCKê Cumeha Ebû Dilo ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin. + +Derbarê sedema girtina her du kesan û qedexekirina wê çalakiyê de, TCKê diyar kir ku her du hevalên wan ";bi hênceta ku rêveberên çalakiyê ne û destûra lidarxistina çalakiyê ne standine, hatin girtin";. + +Qedexekirina çalakiya li navçeya Dêrna Axê di demekê de ye ku duh li çend bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê çalakî bi heman boneyê hatin lidarxistin û bê astengî derbas bûn. + +Hêzên asayişê li ser rêbaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşin û dibêjin ew ";ne girêdayî ti partî û aliyekî siyasî ne";, lê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ew asayiş ";girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye";. PYDê jî vê yekê red dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Avahiya şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Serê Kaniyê rastî êrîşa kesên nenas hat û di encam de hin kelûpelên di nav de şewitîn. + +Şaxê ENKSê li Serê Kaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh grûpeke nenas 3 bombeyên molotovê ku li ser destan hatine çêkirin, avêtin nava avahiya ENKSê li Serê Kaniyê. + +Derbarê ziyanên êrîşê de, di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi tenê ziyanê wê madî bûn û ti ziyanên canî li pey wê êrîşê tine bûn. + +Şaxê ENKSê li Serê Kaniyê tevî şermezarkirina wê êrşê, got ku ";armanca van êrîşan ewe ku fitne di navbera hêzên siyasî yên Kurd de derbikeve";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serketina hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û serketina Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) peyameke pîrozbahiyê belav kir. + +Barzanî di peyama xwe de prîozbahî li gelê Tirkiyê û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir bi boneya serkeftina hilbijartinan û serkeftina AKPê. + +Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got ku ";bêguman ev hilbijartin gaveke pir girîng a Tirkiyê bû ji bo bihêzkirina bingehên demokrasiyê û desthilata gel";. + +Barzanî herwiha got ";Ez piştrastim ku encamên van hilbijartinan dê bandora wê li ser bihêztirkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê hebe";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî xwest ku aştî, biratî û vejandin li Tirkiyê bihêztir bibe û têkiliyên biratî û dostaniyê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê roj bi roj berve pêşve biçin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di dîroka mirovayetî de jin gelek xebatên mezin kirine da ku bigihin mafên xwe û yek ji girîngtirîn xebat jî ku ew jî di desthilatê de bibin xwedî biryar. + +Yek ji qadên desthilatdariyê jî qada şaredariyê ye ku li cîhanê di sedsala 20emîn de û piştî ku sîstema şaredariyê derket, jinan karîn bibin serokên wan şaredariyan. + +Yekem dewleta ku ew maf daye jinan Fransa bû ku di sala 1944an de jin bû seroka şaredariyê û li Îtaliya 1948, li Japonya û Tirkiyê 1950 û li Swêsrayê 1971an bû. + +Li Tirkiyê yekem jin bû seroka şaredariyê di sala 1950an li bajarê Mêrsînê bû û navê wê Mûfîde Îlhan bû û li Bakurê Kurdistanê Zekiye Midyat ku bi navê Xatê Midyatê dihat naskirin ku li salên 1957 heta 1960 bû seroka şaredariya Midyadê û neviyê wê Sermiyan Midyad di sala 2013an de bi navê wê fîlmeke sînamyê bi nav û bang ";Hikûmeta Jina"; çêkir. + +Di hilbijartina şaredariya 2014an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) sîstema hevserokatiyê ji xwe re kir rêbaz, ji ber wê jî li herderê li kêleka namzedên mêr nemzedên jin jî diyar kirin . + +Li Tirkiyê 4 jin bû serokên şaredariyê bajaran, li Amedê hevseroka BDPê û perlementera serbixwe ya Sêrtê Gultan Kişanak û li bajarê Colemêrgê Dîlek Hatipoglu ku namzedên BDPê ne, li bajarê Entabê wezîra malbat û civakê ya berê Fatima Şahîn ku namzeda Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye û herwiha namzeda Partiya Komara Gel (CHP) li bajarê Aydina Tirkiyê Ozlem Çerçîoglu jî bû seroka şaredariyê. + +BDPê di hilbijartina şaredariya vê carê de 20 serokên jin ên şaredariya navçeyan bi ser xist û ji serokên şaredariyê yên herî di temenê xwe de biçûk dîsa Jine, ew jî seroka şaredariya navçeya Licê ye Rêzan Zogurlu ya 25 salî, dîsa seroka şaredariya ku herî zêde rêjeya dengê xwe bilind bû seroka şaredariya Cizîra Şirnexê ye Leyla Îmret ku ji sedî 83 deng bi dest xwe xist, herwiha di dîroka Tirkiyê de yekem jina bi şerp ku bû serokê şaredariyê Fatma Toru bû ku bû serokê şaredariya navçeya Merama Konyayê. + +Lê eger em hejmara hevserokên şaredariya jin ên ku BDPê diyar kirine bidin ser van serokan, ku 18 ji wan hevserokên şaredariya mezin yê bajarane, wê hejmara jinan ku di serokatiya şaredariyê de cî digirin nêzîkî 100 be, ew jî wê di dîroka xebata jinan ya ji bo desthilatdariyê de rekoreke nû û asteke bilnd ji tekoşîna wan be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî, ew nûçe û îdiayên ku dibêjin PDK dixwaze pêkanîna hikûmeta nû bavêje piştî hilbijartinên Kurdistan û Iraqê, bi derew derxist û got, kînga aliyên siyasî li hev bikin ew dikarin hikûmetê pêk bînin. + +Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî, ji Rûdawê re axivî û diyar kir, pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi hilbijartinan ve girêdayî nîne û wiha got: ";Me hez dikir ev arîşe beriya destpêkirina propagandeyên hilbijartinan bihata çareserkirin."; + +Ceifer Êminkî, derheqê wan nûçe û îdiayên ku dibêjin PDK dixwaze pêkanîna hikûmeta nû bavêje piştî hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bi derew derxist û wiha anî ziman: ";Em wan gotegotan red dikin, çimkî eger îro jî aliyên siyasî li ser parvekirina postan li hev bikin emê sibê hikûmetê ragihînin."; + +Êminkî li ser pêşhatên dawî li ser danûstandinên navbera aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmetê jî axivî û got, hevdîtin heta niha jî didomin ger çi di Newrozê de hinekî sekinî lê piştî Newrozê dîsa dest pê kir û wiha got: ";Em jî wek PDK dê biryara xwe li ser pêkanîna hikûmetê bidin û em hewl didin ev arîşe zû çareser bibe."; + +Berdevkê PDKê behsa helwesta Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmetê jî kir û got, ew pêşniyarên ku PDKê ji Gorranê re pêşkêş kiribû, bi tevahî nehatine qebûlkirin lê li ser vê yekê hevdîtin didomin, dibe ku ew pêşniyar bên sererastkirin lê haya min ji hûratiyên bersiva Gorranê nîne. + +Ji aliyekî din, serokê encumena navendî ya YNKê Adil Murad, duh li bajarê Helebcê rexne li PDK û Tevgera Gorranê kiribû ku nahêlin hikûmet zû pêk were ji ber ku pêşiya civînên parlamentoyê digirin û naxwazin parlamento aktîf bibe û bi rêya madeyayên xwe hewl didin navên parêzgehên Helebce, Silêmanî, Kerkûk û Germiyanê reş bikin. + +Lê berdevkê PDKê rexneyên Adil Murad red kir û got, PDK siyaseta reşkirina ti parêzgehekî nedaye pêşiya xwe. + +Zêdetirî 190 roj in hilbijartinên Kurdistanê hatine lidarxistin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Mêrdîn (Rûdaw) - Hevşaredarê BDP'ê yê Navçeya Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak, li gundê Girherînê yê Mêrdînê rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. + Hevşaredarê Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li ser lîsteya BDP'ê hat hilbijartin, li Gundê Girherînê dema ku xwast aştiyê di navbera du malbatan de pêk bîne rastî êrîşa çekarî hat û bi giranî birîndar bû. + +Irmak ku ji bo malbatan li hev bîne û tevli xwarina aştiyê bibe çû gundê Girherînê lê dîsa li wir di navbera malbatan de rageşî derket û endamên malbatan bi çekan êrişî hev kirin, Irmak ku di nava şer de ma ji sînga xwe bi guleyê birînda bû. + +Irmak, ewil rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. + +Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku bûyer li Gundê Girherînê pêk hat û wiha got: "Piştî hilbijartinên keyatiyê di navbera malbatan de şer derketibû. Hevşaredarê me yê Artukluyê Emîn Irmak jî ji bo beşdarî xwarina aştiyê ya malbatan bibe çû gund. + +Kaymaz, da zanîn ku xwîna birîna wî nasekine û rewşa wî giran e. + +Hat zanîn ku Irmak sewqî Amedê hat kirin. Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û rêveberên BDP'ê jî çûn nexweşxaneyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di du peyamên cuda de pîrozbahî li Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) û Namezdê serbixwe yê Mêrdînê, Ehmed Turk kir bi boneya serkeftinê di hilbijartinên herêmî li Tikriyê de. + +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di nameyekê de serkeftina di hilbijartinên şaredariyan li Bakur Kurdistanê li BDPê pîroz kir. + +Barzanî di nameya xwe de bo BDPê wiha gotiye: ";Cihê kêfxweşiya me ye doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li rêya xebata siyasî û demokrasiyê xwe roj bi roj berev pêşve dibe. Bêguman ev destkeft bi sedema xebata aştiyane û demokratîk pêş ketin ku bihadar û bi bandor in û dibe sedema kûrtirbûna tebayî û birayetî û pêşketinên zêdetir."; + +Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev serkeftin ";Hemû aliyan teşwîq bike da proseya çareserî û aştiyê li Tirkiyê bihêztir bibe û Herêma Kurdistanê jî li vê rêyê de piştgiriya xûşk û birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê dike."; + +Di dawiyê de jî Mesûd Barzanî hêviya pêşerojeke geş ji bo gelê Kurd xwest. + +Di nameyeke din de Serokê Herêma Kurdistanê, serkeftina Ehmed Turk di hilbijartinên şaredariya mezin a Mêrdînê de pîroz kir. + +Mesûd Barzanî diyar kir ku ";Encamên hilbijartinên şaredariyê li Tirkiye wê rastiyê piştrast dike ku bi rêya xebata siyasî û demokrasiyê doza rewa ya Kurd bi awayekî baştir ber bi pêş ve diçe. Pêkanîna aştî û demokrasiyê berxwedanekî dirêj e, lê belê rêya dirust û bi bandor û bi aştî û tebayî û birayetî armancê nêzîktir dikin."; + +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêvî xwest ku ";Hemû karîn ji bo serxistina proseya çareseriya aştiyane li Tirkiyê têkevin holê û bi wê di vê yekê de Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo xûşk û birayên kurd li Bakurê Kurdistanê nîşan dide."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Lîbiyayê Mehmû Cibrîl kir û piştgiriya gelê Kurdistanê bo lîbiyayê anî ziman. + +Li gorî nûçeyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro, 01.04.2014, Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Lîbiyayê Mehmûd Cibrîl kir. + +Di hevdîtinê de Barzanî û Cibrîl behsa pêşhat û guhertinên dawî yên li navçeyê kirin, herwiha rewşa niha ya Lîbiyayê jî gotûbêj kirin. + +Barzanî di vê hevdîtinê de piştgiriya xwe û gelê Kurdistanê bo Lîbiyayê derbirî û hêvî xwest ku Lîbiya vê qonaxê derbas bike û bigihe seqamgirî û pêşkeftinê. + +Serokwezîrê berê yê Lîbiyayê, Mehmûd Cibrîl, serdana Herêma Kurdistanê kiriye bi mebesta beşdarîkirin di pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Hewlêrê, ku birayr e sibe, Çarşemê, destpêbike û heta 10 rojan berdewam dibe. + + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî ku rêxistina radîkal ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) nikarîbû derbasî nav sînorên herêma Kobanî bibe, ew ji bajarê Cerablusê de gundê Zormixarê bombebaran dike û ji dûr ve pevçûnên xwe qutqutîn didomîne. +Zormixar gundekî li rex çemê Firatê ye û li ber sînorê welatê Tirkiyê û li rojhilatê bajarê Cerablusê dikeve, herdu neteweyên Kurd û Ereb lê dijîn, tenê çemê Firat di navbera Zormixar û Cerablusê de heye. +Kamêra Tora Medyayî ya Rûdawê seredana eniya şer li gundên rojavayê herêma Kobanî kiribû û ev rapor ji we re amede kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana rojane hezar biyanî destûra rûniştinê distînin. + +Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Herêma Kurdistanê bi dest xistiye, li Herêma Kurdistanê di sala 2013an de 109 hezar û 444 welatiyên tirk destûra karkirinê wergirtin. Li gor daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê jî par ji Deriyê Sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) re milyonek û 203 hezar û 886 welatiyên tirk derbas bûn. + +Rêveberê Nişîngeha Hewlêrê Yadîgar Enwer Ferec derbarê vê mijarê de agahî da û diyar kir ku rojane hezar biyanî destûra xebat û rûniştinê werdigirin û wiha got: "Herî zêde welatiyên Tirkiyê destûrê digirin. Ev jî nîşan dide ku potansiyela me ya ticaretê ya bi Tirkiyê re zehf e." + +Ferec destnîşan kir ku jibilî Tirkiyê ji Sûriye, Îran, Etîyopya, Somalî, Hindistan û Amerîkayê jî ji bo xebatê mirov tên herêmê. + +Rêveberê Nişîngeha Hewlêrê diyar kir ku pêşî ji bo 15 rojan vîzeyê didin ên ku bi rêya hewayê û bejayî tên herêmê, yên ku bixwazin zêde bimînin jî piştî temamkirina proseduran serî li rêveberiya nişîngehê didin. + +Yadîgar Enwer Ferec destnîşan kir ku yên dixwazin 6 meh an jî salekê bimînin jî divê ji cihên xebatê belgeya xebatê bînin û jibilî vê jî testa xwînê û belgeya sicîla ewlehiyê divê bînin û wiha got: "Yên ku van belgeyan neynin, nikarin li vir bimînin. Heke wiha nebe dê yên ku evkontrolana nekirine werin herêma me. Ev jî him ji bo me û him jî ji bo yên ku tên vir xeter e. Mînak, em kesên ku bi wan re nexweşîna AIDS û hepatîtê hebe dersînor dikin. Zagonên me wiha hewce dikin." + +Ferec diyar kir ku ji bo serdanan zû çêbikin kar û barên xwe bi awayekî elektironîk dikin û wiha axivî: "Tenê li bajarekî hezar destûrî didin biyaniyan û ev ne hêasn e. Di vî warî de her diçe em pêş de diçin. Wekî berê dosyeyên ti kesî wenda nabin." + +Ferec destnîşan kir ku carna hikûmeta Bexdayê destûrên hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û ji ber vê jî welatiyên biyanî tengasiyêdikşînin û wiha got: "Welatiyên biyanî bi vîzeya me tenê dikarinbiçinSilêmaniyeû Dihokê, nikarin derbasî cihên ku di destê hikûmeta Bexdayê de ne, bibin. Çimkî hikûmeta Bexdayê van destûrên ku em didin qebûl nake. Em dixwazin ku destûrên ku Herêma Kurdistanê dide li her derê Iraqê derbas bibin. Di vê mijarê de xebatên hikûmeta me didomin." + +Ferec derbarê rewşa penaberên Sûriyê de jî agahî da û destnîşan kir ku li kampên Dareşekran, Qûştepe, Basirma û Kewirgosikê ofîs vekirine. Ferec di berdewamiyê de diyar kir ku di vê mijarê de Walîtiya Hewlêrê û UNESCO jî piştgiriyêdide û wiha got: "Çimkî yên ku dixwazin ji kampê derkevin û xanî bigirin divê destûra fermî ya rûniştinê bigirin." + +Ferec destnîşan kir ku jibilî rêveberiya nişîngeha Hewlêrê li deriyê sînorî yê Hacî Omran û Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê yên li ser sînorên Îranê jî ofîsên me hene. + +Îlam (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Geştiyarî ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ji destpêka rojên Newrozê ve heta niha 265 hezar geştiyar serdana cihên geştiyarî yên parêzgehê kirine. + +Rêveberê giştî yê geştiyariya parêzgeha Îlamê Ebdulmelik Şembêzade diyar kir ku ji destpêka rojên Newroza îsal ve heta niha bi hezaran geştiyar ji seranserê Îranê serdana parêzgehê kirine. + +Li gorî Mêhrnewsê, Ebdulmelik Şembêzade her wiha anî zimna ku 26 hezar geştiyar serdana bajarê Îlamê kirine, 107 hezar û 424 kesan serdana bajarê Mêhranê, 24 hezar û 386 kesan serdana Dereşehr, 31 hezar û 491 kesan serdana Dêhloranê, 17 hezar û 731 kesan serdana Avdananê, 15 hezar û 602 kesan serdana Çirdawilê, 12 hezar û 249 kesan serdana Sîrwanê, 7 hezar û 879 kesan serdana Melikşahiyê û 5 hezar û 654 kesan jî serdana bajarê Eywanê kirine. + +Li gorî agahiyên Şembêzade, 57 hezar û 545 geştiyaran jî serdana Kelha Walî û Koşka Çandiniyê û bajarê dîrokî yê Sîmre kirine. + +Dîroka Îlamê vedigere 11 hezar sal beriya niha û wek beşek ji dîroka kevnar a Kurdistanê tê hesibandin. + +Îlam ketiye pêsîra çiyayên Zagrosê û nêzîkî hezar û 500 şûnwarên dîrokî û kevnar li wê parêzgehê heye. + + + +Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavaêy Kurdistanê bombeyek dengî teqya. + +Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku, vê sibê li bajarê Qamişlo li nêzîkî navenda çanda erebî û dezgeha Elektirîkê bombeyek dengî teqiya bêyî ku ti ziyaneke canî bi xwe re bîne. + +Herwiha peyamnêrê me zelal kir ku ew navçe bi çargoşeyê ewlekarî tê naskirin û artêşa berevaniya niştimanî bi serokatiya Mihemed Faris yê nêzîkî rêjîma Sûriyê wê navçeyê kontrol dike. + +Li gor axaftina hinek çavkaniyan din, ew bombe ji aliyê kesên nenaskirî ve hatibû danîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rêkeftineke navbera Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê û Mecaristanê, dê 30 xwendekarên Kurdistanê bikarin li Mecaristanê xwendina xwe bidomînin. +Wezîrê xwendina bilind ê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Seîd, îro (01.04.2014) pêşwaziya şandeke Mecaristanê ku ji cîgirê wezîrê derve yê wî welatî Pîter Vîntermantîl, balyozê Mecaristanê li Bexdayê Tîbor Zatmarî û hinek rayedarên din ên wî welatî kir. +Di hevdîtinê de pêwendiyên akademîk û zanistî yên navbera Mecaristan û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin, paşê rêkeftinek di navbera wezareta xwendina bilind a Herêma Kurdistanê û wezareta çavkaniyên mirovî ya Mecaristanê hat îmzekirin. +Li gorî wê rêkeftinê, Mecaristan dê bo sala xwendina 2014-2015 di astên bekalorî, master û doktorayê de 30 kursiyên xwendinê bide xwendekarên Kurdistanê û hemû xercên wan jî dê li ser milê hikûmeta Mecaristanê be. +Li hember vê yekê, wezareta xwendina bilind jî dê 10 xwendekarên Mecarî werbigire û li zanîngehên Kurdistanê bide xwendin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hat zanîn, rewşa hevşaredarê Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak ku li gundê Selaxê yê Mêrdînê bi fîşekê bi giranî birîndar bibû, ber bi başiyê ve diçe. + Hevşaredarê Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li ser lîsteya BDP'ê hatiye hilbijartin, îro li Gundê Selaxê dema ku xwast aştiyê di navbera du malbatan de pêk bîne rastî êrîşa çekarî hat û bi giranî birîndar bû. +Irmak ku di nava şerê du malbatan de ji sînga xwe birînda bû, ewil rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. +Hevşaredarê BDP'ê yên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û gellek rêveberen BDP'ê çûn nexweşxaneyê û serdana Irmak kirin. +Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan, anî ziman ku Irmak silav ji gellê Artuklu re şandiye û diyar kir ku li gorî agahiyên ji bijîşkan girtiye rewşa Irmak baş e. +Tarhan, anî ziman ku ew dê bûyerê berfireh lêkolîn bikin û zelal bikin. +Hat gotin ji bo Irmak xwîna B-rh (+) bi lezgînî lazim e. + +Gultan Kişanak, Ehmed Turk, Firat Anli û gellek berpirs û endamên BDPê li ber nexweşxanê ne + +Riha (Rûdaw) - Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hilbijêrên BDPê encamên hilbijartinê şermezar kirin lê rastî mudaxaleya polîsan hatin ji ber wê jî bajar bû qada şer. + Namzedên Hevşaredarên BDPê yên Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji bo hilbijartina Serêkaniyê betal bibe serî li Lêjneya Hilbijartinê ya Bilind dan. +Piştî serlêdana nemzedên hevşaredaran hat redkirin, girseya ku li ber avahiya dadgeha Serêkaniyê rawestiya bûn encam şermezar kirin. +Lê hêzên polîs bi ava şid û bombeyên gazê bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kirin. Polîsan di mudaxaleyê de gellek walatî binçav kirin û li wan dan. +Hat zanîn ku welatiyek bi birîndarî hatiye desteserkirin û birîna wî jî giran e ji ber wê birin nexweşxaneyê. +Şerê di navbera polîs û welatiyan de berdewam dike. +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de ku roja 30ê Adarê hat lidarxistin, li bajarê Rihayê û navçeya Serêkaniyê namzedên AKPê li hember namzedên BDPê biser ketin.BDP dibêje AKP ";bi fêlan"; li Riha û Serêkaniyê biser ketiye. +Namzedê BDPê yê Rihayê şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ji ber barîna berfek giran li gellek deverên parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê rêyên bi sedan gund hatine girtin. Her wiha hat gotin, li bajarê Çaldiranê yê Rojhilatê Kurdistanê jî erd hejiyaye. +Ev çend roj in berf û bagerê gellek bajar, gund û deverên çiyayî yên parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê vegirtiye. +Li gor agahiyan, rêya gellek gund û deveran ji ber barîna berfek giran hatiye girtin û tîmên vekirina rêkan a şaredariyan jî ji ber zêdebûna berfê nikarin rêkên gundan paqij bikin. +Çavkaniyekî ji gundê Kotolê yê girêdayî bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re got, ev çend roj in berfek giran li Kotolê û gundên derdorê dibare û da zanîn, ev çend roj bûn rêyên piraniya gundan hatibûn girtin lê îro hinek ji wan hatin vekirin. +Wî jêderî her wiha anî ziman ku tevahiya gundên ser sînorên Bakûr û Rojhilat jî ji ber berfê asê mane û tîmên vekirina rê nikarin kar bikin. +Ji aliyekî din, qaymeqamê bajarê Çaldiranê ragihand, ji ber barîna berfê rêyên 120 gundên deverê hatine girtin lê tîmên vekirina rê dest bi vekirina rêyan kirine. +Li gorî agahiyên qaymeqamê bajêr, Çaldiran îro danê sibê tundiya 3.2 hejiya lê ji ber ku rêyên gundan girtî bûn heta niha nayê zanîn ka erdhejê zirar daye gundiyan yan na. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê bi çend mijarên girîng wê sibê pêncşemê bikeve ber destê xwendevanan. + +Hejmara 243 ya rojnameya Rûdawê ya Kurdên diyasporayê, bi giranî li ser hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sekiniye û li ser serkeftina BDPê li Bakurê Kurdistanê û AKPê li Tirkiyê data û zanyariyên nû ji xwendevanan re pêşkêş dike. + +Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê Samî Tan û Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz di vê hejmara Rûdwê de behsa bandora şerê navbera cemaat û AKPê de li ser dengderên Kurd dikin. + +Li aliyê din, hejmara rojnameyê cih daye mijara ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê di bin navê ";cîhadê"; de diçin Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û hevpeyvînek ligel rêveberê asayişa Silêmaniyê Weste Hesen Nurî pêk aniye. + +Mijara bidarvekirinên li Îranê ku di sala 2013an de zêde bûye û kar û çalakiyên Navenda Kurdî li Londonê di hejmara vê heftiyê ya Rûdawê de cih digirin. + +Herwiha hevpeyvînek ligel serokê IHDê li Amedê Raci Bilici û hunermenda dengxweş Tara Mamedova hatiye kirin û çend gotar û nûçeyên hunerî û kultûrî jî hene. + +Rojnameya Rûdaw ya çapa Eweropa her hefte roja pêncşemê derdikeve û li seranserê Ewropa tê belavkirin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Di encama teqîneke xwekujî de li parêzgeha Kerkûkê 6 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. + +Îro di dema ku hemwelatiyan dixwestin navê xwe binivîsên ji bo ku tevlî Artêşa Iraqê bibin, teqîneke xwekujî pêk hat. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 10.30 sibehê bi dema Kerkûkê, teqînek li nahiyeya Riyaz li başûrê bajarê Kerkûkê di navbera Riyaz û Hewîce de pêk hat. + +Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê got ku di teqînê de 6 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aşî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ji bo bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne serî li wezareta dadê ya Tirkiyê da. + +Şanda BDP û HDPê ku ji wekîlên koma BDPê Pervîn Buldan û Idrîs Baluken û cîgirê hevserokê giştî yê HDPê Sirri Sureya Onder pêk tê, ji bo bi Ocalan re bicive serdana li wezareta dadê ya Tirkiyê da. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Pervîn Buldan derbarê serdanê de ragihand ku ew li bendê ne di demek nêzîk de biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. + +Herî dawî di 9ê adarê de şanda BDP û HDPê çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî destpêkirina kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî bi rojekê, kêşe û pirsgirêk di navbera endamên çend partiyên wê de derketin holê û guman heye ku eger di kongreyê yan jî piştî wê de ew pirsgirêk neyên çareserkirin, partiyên nû bên avakirin û li şûna yekîtiyê perçebûneke din têkeve nav partiyên Rojavayê Kurdistanê. + +Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 8 kadirên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-partî) daxuyaniyek derxistin û tê de gotin ku ji ber kar û reftarên endamên lîjna mentiqiyê û ji ber sextekariya ku di hilbijartinên endamên kongreyê de çêbûye, ew karên xwe yên rêxistinî û tenzîmî radwestînin. + +Di daxuyaniyê de ku her heşt kadiran navên xwe jî aşkere kirine, hatiye gotin ku zêdetirî 1500 endamên el-Partî li Kobanî karên xwe yên tenizîmî sekinandine û ji wan nêzîkî 300 kesî li nahiyeya Şêranê ne. + +Endamê komîteya navendî ya el-Partî li Kobanî Ferhad Şahîn ku ew jî ji ber heman sedeman tevlî kongreya damezirandina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê nabe, ji Rûdawê re got ku ev demeke pirsgirêk di nava rêxistina Kobanî bi giştî û ya Şêranê bi taybet de derketiye û gihişte asta ku her heşt kadiran daxuyaniyekê derxînin û bi aşkere nerazîbûna xwe bînin ziman. + +Ferhad Şahîn diyar kir ku nêzîkî 3 hezar endamên el-Partî li herêma Kobanî hene û ewê hewl bidin piştî kongreyê van pirsgirêkên çareser bikin. + +Li hember derketina van pirgirêkan, endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku ";partiya wan xwedî hezaran endame û bi vekişîna çend endaman ti bandor li ser karê partiyê çê nabe";. + +Îsamîl herwiha got ku ";daxuyaniya kadirên el-Partî li Kobanî û Şêranê wek karvendanekê ye li ser şikestina wan di hilbijartina endamên kongreyê de ku berî niha di nav firhî û firqeyan de hatin kirin û diviyabû ew pêgirê nîzama daxilî bin";. + +Tevî vê yekê jî Îsmaîl diyar kir ku ewê hewl bidin piştî bidawîhatina kongreyê wan endaman vegerînin ser kar. + +Ev pirsgirêk ne tenê di nava el-Partî de derketiye, lê belê li gor zanyariyên Rûdawê, di nava endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanê li Kobanî û Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso li herêma Koçera li Dêrikê jî derketiye, lê belê berpirsên her du partiyan vê yekê red dikin. + +Di dîroka partiyên Rojavayê Kurdistanê de heta niha çend ezmûnên yekgirtina partiyan çêbûne, lê di pey re ew partî bûne çend parçe, heta ku êdî hejmara partiyan li Rojava gihiştiye zêdetirî 30 partiyan, lewra xelk bi hêvî ye ku bi avakirina vê partiya nû re hejmara partiyan kêmtir bibe ne zêdetir bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Herçend hikûmeta Tirkiyê û hemû partiyên siyasî ji alîgirên xwe xwestin ku di dema hilbijartinê de bi ti bûyerên tundî ranebin yan jî rê nedin wan, lê di hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê li Tirkiyê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê gelek bûyer qewimîn, bi kêmayî 9 kesin mirin û nêzîkî 70 kesî jî birîndar bûn. + +Li navçeya Sêrtê Tîllo de namzedê Partiya Saadetê (SP) yê serokatiya şaredariyê Behmen Aydin yê 56 salî piştî hilbijartinan di encama êrîşa bi çekan de jiyana xwe ji dest da û 5 kesên ku li rexbûn jî bi giranî birîndar bûn. + +Li Mêrdînê hevserokê şaredariya navçeya Artukluyê Emîn Irmak dema ku li gundê Gokçe xwarina aştiyê dida, ji pişta xwe gule xwar û ew rakirin nexweşxaneya Mêrdînê pişt re jî veguhestin nexweşxaneya Dîcle li Amedê. + +Herwiha di rojên 30 û 31ê adarê de bi teybetî di hilbijartinên muxtaran de pevçûnên bi mirinê bi encam bûn rûdan, bi tenê di pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê de ji ber hilbijartinan derketin de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîka 70 kesan jî birîndar bûn. + +Li gundê Mercimek yê girêdayî navçeya Perteka Dêrsîmê roja 31ê adarê di saetên şevê de û di encama pevçûnên muxtaran de kesek mir, yek jî birîndar bû. + +Li navçeya Midyada Mêrdînê di roja 30ê adarê de, pevçûnên ku ji ber sedema hilbijartinên keyatiyê derketin de, yek jê leşker bi giştî 32 kes birîndar bûn. + +Li gundê Kurtika yê girêdayî navçeya Çaldirana Wanê di navbera alîgirên AKP û BDPê de pevçûn derket û di encam de 4 kes birîndar bûn, dîsa li gundê Cumatê yê navçeya Amed di pevçûna muxtaran de kesek mir û kesek jî birîndar bû. + +Herwiha li Rihayê li du taxan ji ber hilbijartinên muxtaran de pevçûn derket û 9 kes birîndar bûn. Li gundê Yuvacik yê navçeya Rihayê Hîlwanê, di pevçûna muxtaran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn û li navçeya Sîwereka Rihayê di pevçûnan de 4 kes birîndar bûn. + +Li bajarokê Serê Kaniyê li Rihayê piştî ku alîgirên BDPê nerazîbûna xwe li hember neqebûlkirina îtîraza li dijî şewitandinên dengan anîn ziman, xwepêşandan lidar xistin û di navbera wan û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û gelek kes sivik birîndar bûn û hin kes hatin binçavkirin. Li navçeya Bîrecîkê jîdi encama pevçûna di navbera xwepêşander û polîsan de zarokek 15 salî bi bombeya gaze ya ku li çavê wî ket birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî zaniyariyên ku bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştmanî ya Kurdostanê (YNK) û Tevgera Gorranê li ser postên ewlekarî di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de rêkeftin. +Çavkaniyeke agehdar ji Rûdawê re got ku her sê postên ewlekarî û leşkerî yên girînê li Herêma Kurdistanê di navbera aliyên serkeftî di hilbijartinên roja 21ê Êlûna sala borî de hatin parvekirin. +Di wan hilbijartinan de PDKê bi 38 kursiyan di pileya yekem de, Tevgera Gorranê bi 24 kursiyan di pileya duyem de û YNKê bi 18 kursiyan di pileya sêyem de hatibû. +Li gorî zaniyariyên Rûdawê, Wezareta Pêşmerge dê bi Tevgera Gorranê bê dayîn, PDKê wezareta Navxwe û YNKê jî dê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê werbigire, tevî ku dê posta alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên Pêşmerge jî ji pişka YNKê be. +Li gorî wê çavkaniyê, piştî ku nakokî li ser daxwaza Gorranê bi wergirtina Wezareta Navxwe derketin, Tevgera Gorranê daxwaza Wezareta Pêşmergr kir da ku danûstandinên pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşve biçin. +Polîtburoya PDKê ku duh, 01.04.2014, bi serpiriştiya serokê partiyê Mesûd Barzanî civiyabû, li ser wê yekê razî bû ku Wezareta Pêşmerge bide Tevgera Gorranê, posta Serokê Dezgeha Asayiş a Herêma Kurdsiatnê li cem YNKê bimîne û alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên Pêşmerge jî bide YNKê, posta Wezîrê Navxwe jî li cem PDKê bimîne. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî ragihand ku dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berî hilbijartinan bê pêkanîn. +Mesûd Barzanî di çarçoveya destpêkirina kampaniyaya hilbijartinan a PDKê de, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên encûmen parêzgehan de, gotarek pêşkêşkir û tê de behsa pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir. +Barzanî di gotara xwe de dilgiraniya xwe ji paşketina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û ragihand ku ew jî wek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji vê yekê dilgirane û wiha ragihand: ";Ne girînge pêkanîna hikûmetê çend mehan paşbikeve, lê ya girîngtir ewe ku em hemû bi hevre bêne meydanê."; +Herwiha derbarê hewlên dawî bo pêkanîna hikûmetê, Mesûd Barzanî, ku hevdem Serokê Herêma Kurdistanê ye, got: ";Pêkanîna hikûmetê gihiştiye qonaxa dawî û berî hilbijartinan dê hikûmet bê ragihandin."; +Di tewerekî din de Mesûd Barzanî balkişande ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ligel çareserkirina nakokiyan de ye û got: ";Em hemû tiştî dikin da arîşeyên xelkê nehêlin, lê bi hemû baweriyekê jî em dibêjin eger kar bigihe wê astê ku em bizanin aliyê himber me şeraketê qebûl nake, em jî dê paşkoyiyê qebûl nekin."; +Derbarê pirsa budceyê jî Barzaî wiha ragihand: ";Eger kesek wiha hest bike ku bi bikaranîna karta mûçeyê di bihêle em çokan danin, ew kesek tênegihiştiye bê em Kur çine, bernameya me heye û em çokan ji kesî re nadeynin."; +Herwiha Barzanî carek din tekez kir ku: ";Eger em bizanin ku aliyên himber me rijde li ser siyaseta xwe, wê demê emê kar li gor bernameya xwe bikin û dizanin siyaseta me çiye."; + + +Dirbêsiyê (Rûdaw)- Ji destpeka şoreşa di nav Suriyê u Rojavayê Kurdistanê de, u ji ber nebûna kenalên ragihandinê ji bilî yên desthilatê, çalakvanan berê xwe didan malperên Enternêtê daku dengê xwe bighînin dunyaye. +Di van çend rojên dawiyê de, Youtube û Twitter li Rojavayê Kurdistanê nema vedibin… +Piştî wan nakokî û pirsgirêkên vê dawiyê li Tirkiyê, hikumeta Tirkiyê birayr da bi qedexekirina Youtube û Twittere, vê biryarê bandora xwe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê çêkiriye ji ber ku hêlên enternêtê li vir ji yen Tirkiyê ne… +Ji ber birina tora enternetê ya Sûriyê ji aliyê hikumeta Suriyê ve, û bi dirêjahiya 850 Km sînorê Sûriyê û Tirkiyê, xelkên Sûriyû û Rojavayê Kurdistanê naçar dibin enternçta Tirkiyê bikar bînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê îro li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê destpêdike. + +Kongre wê li hola Seid Abdullah li Hewlêrê dest bi karên xwe bike û biryar e 2 rojan berdewam bike. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di kongreyê de ji her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî) her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê zêdetirî 600 endam beşdar in. + +Di roja yekem a kongreyê de ku dûrî çavên medyayî tê lidarxistin, her 21 endamên serkirdatiyê ku wek ";kutleya damin"; hatine binavkirin, wê bên hilbijartin. + +Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyan de, endamên ";kutleya damin"; wê ji 8 endam ji el-Partî, 5 ji Azadî, 5 ji Azadiya din û 3 ji Yekîtiya Kurdistanê bin, bi awayekî ku her partiyek wê endamên xwe yên wê kutleyê bi tenê hilbijêre. + +Di roja duyem a kongreyê de wê her 30 endamên din ên encûmena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê bên hilbijartin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, sekreterê partiya nû di kongreyê de nayê hilbijartin, lê ewê pişt re di yekemîn civîna encûmena serkirdatiyê de bê hilbijartin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê bi çend mijarên girîng îro pêncşemê ket ber destê xwendevanan. + +Hejmara 243 ya rojnameya Rûdawê ya Kurdên diyasporayê, bi giranî li ser hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sekiniye û li ser serkeftina BDPê li Bakurê Kurdistanê û AKPê li Tirkiyê data û zanyariyên nû ji xwendevanan re pêşkêş dike. + +Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê Samî Tan û Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz di vê hejmara Rûdwê de behsa bandora şerê navbera cemaat û AKPê de li ser dengderên Kurd dikin. + +Li aliyê din, hejmara rojnameyê cih daye mijara ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê di bin navê ";cîhadê"; de diçin Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û hevpeyvînek ligel rêveberê asayişa Silêmaniyê Weste Hesen Nurî pêk aniye. + +Mijara bidarvekirinên li Îranê ku di sala 2013an de zêde bûye û kar û çalakiyên Navenda Kurdî li Londonê di hejmara vê heftiyê ya Rûdawê de cih digirin. + +Herwiha hevpeyvînek ligel serokê IHDê li Amedê Raci Bilici û hunermenda dengxweş Tara Mamedova hatiye kirin û çend gotar û nûçeyên hunerî û kultûrî jî hene. + +Rojnameya Rûdaw ya çapa Eweropa her hefte roja pêncşemê derdikeve û li seranserê Ewropa tê belavkirin. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Navên rêberên Komkujiya Dêrsîmê ya 1937-38an li 15 cih, kolan û papûrên navenda bajarê Dêrsîmê tê kirin. + +Piştî biryara Encûmena Şaredariya Dêrsîmê, bi pesendkirina Parêzgarê heman bajarî, dê navên dîrokî yên Dêrsîmê li cih, kolan û papûran bên kirin. + +Demeke berê Encûmena Şaredariya Dêrsîmê biryar dabû ku navê Seyîd Riza û navên heft hevalên wî yên pê re hatibûn bidarvekirin li kolan û papûrên Dêrsîmê bike. Ev biryara şaredariyê ji aliyê parêzgarê bajêr ve jî hat pesendkirin. + +Di rojên bê de ji aliyê hevşaredarên Dêrsîmê yên nû Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn ve dê tabelayên nû yên cih, kolan û papûran bên hilawestin. + +15 kolan û papûrên ku dê navên wan bên guhertin, digel navên kevin û nû wiha ne: + +Meydana Kişla wê bibe Meydana Seyîd Riza (Li Taxa Mogûltay) + +Parka Îsmet Înonu wê bibe Parka Zarîfe Xanim (Li Taxa Mogûltay) + +Papûra Ovacık Yolû wê bibe Papûra Alîşêr (Li Taxa Mogûltay) + +Papûra Okûllar wê bibe Papûra Dr. Nûrî Dêrsîmî (Li Taxa Mogûltay) + +Papûra Cengîz Topel wê bibe Alîyê Mîrze (Li Taxa Mogûltayê) + +Kûçeya Ata wê bibe Parêzer Alî Demîr (Li Taxa Mogûltayê) + +Papûra Hurriyet wê bibe Papûra Mûsa Anter (Li Taxa Mogûltayê) + +Kume Evleri wê bibe Papûra Besê (Li Taxa Alî Baba) + +Kûçeya Merdîvan wê bibe Kûçeya Sahan Axa (Li Taxa Alî Baba) +Papûra Cemal Gursel wê bibe Papûra Findiq Axa (Li Taxa Alî Baba) + +Papûra Fevzî Çakmak wê bibe Papûra Wûşenê Seydî (Li Taxa Alî Baba) + +Papûra 237. wê bibe Hesenê Îvrayîmî (Li Taxa Cûmhûriyetê) + +Papûra 236. wê bibe Wûşenê Reşik (Li Taxa Cûmhûriyetê) + +Papûra 23. wê bibe Hesenê Civrayîl (Li Taxa Ataturk) + +Papûra Elazıg wê bibe Papûra Dêrsîm (Li Taxa Ataturk) + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî aşkere kir ku roja duşemê ya bê Nêçîrvan Barzanî ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê wê ligel partiyên din danûstandinê bike. + +Nêçîrvan Barzanî ji aliyê PDKê ve ku hejmara herî zêde ya parlamenterên wê heye, ji bo avakirina kabîneya nû ya heştem a hikûmetê hatiye spartin. + +Fazilî Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li ser spartina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî divê di meha nîsanê de hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin. + +Mîranî herwiha got ";Bi hêviya xweda û alîkariya partiyan wê berî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di 30ê nîsanê de bên kirin, bê avakirin";. + +Sekreterê Polîtbîroya PDKê aşkere kir ku duşema bê şanda PDKê wê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ligel partiyên din ên Başûrê Kurdistanê bicive. + +Duh jî serokê PDKê Mesûd Barzanî di destpêkirina propagendaya hilbijartinan a PDKê de ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berî hilbijartinan bê avakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya Yekîtiya Siyasî ku bi armanca avakirina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê tê lidarxistin, bi beşdariya zêdetirî 600 endaman li bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdwê li cihê lidarxistina kongreyê ragihand ku biryar bû kongre saet 9ê sibehê bi dema Hewlêrê destpêbikira, lê ji ber hin sedemên teknîkî nêzîkî saet û nîvê dereng ket. + +Di kongreyê de ji her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, el-Partî, her du baskên Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê 643 endam beşdar in û biryar e sibê piştî nîvro karên kongreyê bi dawî werin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê biryar e îro piştî nîvro her 21 endamên serkirdatiyê ku wek ";kutleya damin"; hatine binavkirin, bên hilbijartin û sibê înê jî her 30 endamên din ên encûmena serkirdatiyê dê bên hilbijartin. + +Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyan de, endamên ";kutleya damin"; wê ji 8 endam ji el-Partî, 5 ji Azadî, 5 ji Azadiya din û 3 ji Yekîtiya Kurdistanê bin, bi awayekî ku her partiyek wê endamên xwe yên wê kutleyê bi tenê hilbijêre. + +Her li gor heman rêkeftinê biryar hatiye dayîn ku sekreterê partiya nû (Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê) di civîna yekem a encûmena serkirdatiyê de bê hilbijartin. + +Lê peyamnêra Rûdawê got ku derbarê vê yekê de nakokî hene û pirsa hilbijartina sekreter wê sibê di kongreyê de bê gotûbêjkirin. + +Peyamnêra Rûdawê diyar kir ku hinek endam israr dikin ku sekreter ji kongreyê ne ji encûmena serkirdatiyê were hilbijartin, herwiha nakokî li ser cihê mayîna sekreterê partiya nû jî hene, hinek dibêjin ku divê sekreter li Rojavayê Kurdistanê bimîne û nabe li derve be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Demîr Çelîk dibêje ku mûçeya ku serokên şaredariyê bistînin dê nîva wê ji hevserokên şaredariyê re be û dê odeyeke taybet ê hevşaredariyê li nav avahiyên şaredariyê hebe. + +Berpirsê rêveberiyên herêmî li nav Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Demîr Çelîk ji raya giştî re diyar kir ku biryarên şaredariyê wê her du hevserokên şaredariyê bi hev re bistînin, lê ji ber ku ev sîstemeke nû ye wê di destpêkê de hinek pirsgirêk derkevin. + +Çelîk got ";Di dema bê de wê BDPê civîneke berfereh derbarê vê mijarê de li dar bixe û kar û desthilatên hevserokên şaredariyê bi hûrî gotûbêj bikin, ji ber ku sîstema hevşaredariyê pêdiviyeke demokrasiyê ye";. + +Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi sîstema hevseroketiyê ket nav hilbijartinên şaredariyê û her şaredariyek yek mêr, yek jin destnîşan kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di hilbijartinn herêmî yên 30ê adarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de ji 52 milyon û 695 hezar û 832 kesên ku dikarin deng bidin de, 42 milyon û 219 hezar û 471 kes deng dan, AKPê bi rêjeya 45.6 ya yekê derket. + +Tevî ku heta niha rapora saziya desteya bilind a hilbijartinan li Tirkiyê ya dawî derneketiye, lê li gor encamên heta niha derketine AKPê di hilbijartina şaredariyê de ji 81 şaredariyên bajaran 49 bajar û ji 957 şaredariyên navçeyan 558 navçe xistin destê xwe û bû partiya yekem li Tirkiyê. + +Li Bakurê Kurdistanê jî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) 11 bajar û 68 navçe û 24 bajarok bidest xistin. + +Çavêdarên siyasî û yên hilbijartinan dibêjin ku BDPê li gor hilbijartinên herêmî yên 2009an hejmara şaredariyên xwe zêde kirine. Di wê hilbijartinê de BDPê bi tev şaredariya 22 bajarokên biçûk ku di vê hilbijartinê de hatin betalkirin, 98 şeradrî xist dsetê xwe, ji wan 8 bajar bûn, lê di vê hilbijartinê de 3 bajarên mezin û 8 bajar û 68 navçe û 24 bajarok bi dest xistin, ew jî pêşketineke li gor 2009an. + +Di hilbijartinên herêmî yên 2009an de , BDPê 5.21% ji rêjeya dengan anî, lê di vê hilbijartinê de 6.5% derbas kir, tevî wan pêşketinan hemû jî û herçend BDPê li hin bajarên weke Mûşê, Riha û Çewlikê gelek deng bi dest xistin, belê li gelek bajarên din wek Erdexan, Qers, Xerpêt, Erzrom, Erzincan, Sêwas, Samsûr, Meletî, Mereş, Kilîs û Entabê gelek kêm deng bi dest xwe ve anî. + +BDPê li gor hilbijartina 2009an li 11 bajaran rêjeya dengên xwe bilind kir, li Agirî ji 32% hilkişt 46 %, li bajarê Bidlîsê ji 34% rakir 44%, li Mêrdînê ji 36% xwe gihand 52%, li Îdirê ji 39% bilindkir 43%, li Şernexê ji 53% gihişt 60%, li Dêrsîmê ji 30% rakir 42%, li Mûşê û Rihayê jî tevî ku bi serneket, li Mûşê ji 37% gihand 42% û li Rihayê ji 19% rakir 37%. + +Lê herçiqas di gelek bajaran de rêjeya dengê xwe bilind kir lê li bajaran jî AKPê rêjeya dengê wê daxist û BDPê li wan bajaran rêjeya dengê xwe kêm kir, li Amedê ji 65% daket 56%, li Colemêrgê ji 78% daket 63% û li Çewlikê ji 33% daket 26%. + +Di encamê de û li gor ku BDPê berî hilbijartinê wek armanc dabû pêş xwe û tevî hemû pêşketinên hatine kirin û atmosfêra rawestandina şer û pêvajoya aştî û çareseriyê, ew gelek li paş ma, bi taybet jî eger 24 bajarên Bakurê Kurdistanê bidin ber çavan ku BDPê tenê 11 bajar jê bi dest xist, wê demê tê diyarkirin ku BDPê ew serkeftina ku dihat xwestin bi dest nexistin, lê eger rewşa bindestiya Bakurê Kurdistanê û siyasetên dewleta Tirkiyê di 90 salî de bidin ber çavan û li gor hilbijartinên berê BDPê pêşketin bi dest xistiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e roja duşemê ya bê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin. + +Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna PDK û Gorran dê li bajarê Hewlêrê be û li ser hûrgiliyên parvekirina postên wezîran û avakirina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê be. + +Çavkaniyê diyar kir ku biryar e Gorran posta serokê parlamentoyê werbigire û serokê niha yê frakisyona wê Yûsif Mihemed namzede bo wê postê, herwiha endamê Polîtbîroya PDKê Ceifer Îmînkî namzedê PDKê ye ji bo posta cîgirê serokê parlamentoyê. + +Piştî ku PDKê û Gorran li ser wê yekê lihevkirin ku wezîrê pêşmerge ji nav Gorran be û wezîrê navxwe ji nav PDKê be, danûstandin car din destpêkirin. + +Biryar e piştî duşemê civînên di navbera aliyên serkeftî di hilbijartinan de car din destpêbikin ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Ji postên ewlekariyê, posta serokê dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê dê di destê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bimîne. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) moleta 2 rojan da 3 gundên Kurdan li herêma Girê Spî da ku gundên xwe vala bikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku DAÎŞê ji bo ku navendên leşkerî ji xwe re ava bike, daxwaz ji gundên Şehba, Şetulrehman û Hîcaziyê yên girêdayî bajarokê Girê Spî kiriye ku heta roja duşemê 5/4/2014 gundên xwe vala bikin. + +Ew her sê gund 20 km li başûrê rojavayê bajarokê Girê Spî dikevin û piraniya xelkê wê Kurd in. + +Piştî ku çekdarên DAÎŞê êrîşê bajarokê Girê Spî kirin, piraniya Kurdên li wê bajarokê reviyan û ber bi navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ve reviyan. + +Niha jî Girê Spî bi temamî di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ye. +Rûdaw (Hewlêr)- Hejmarek wênyên nû yên Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî hatin belavkirin. + +Medyaya YNKê, îro 03.04.2014, hejmarek wêneyên nû yên Celal Talebanî belav kirin, ku tê de derdikeve ku rewşa wî ya tendirûstî baş bûye. + +Roja 10.12.2013, jî YNKê di rêya dezgehên xwe yên ragihandinê re hejmarek wêneyên Talebanî li nexweşxaneya Chareletê ya bajarê Berlînê yê Almaniyayê belav kirin. + +Wê demê YNKê ragihandibû ku ew wêne roja 6-8ê meha Kanûnan sala 2013an hatibûne kişandin, di dema serdaneke hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed bo wê nexweşxaneyê. + +Talebanî roja 17ê kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê tê dermankirin. + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdar ê PKKê ye, ragihand, hêzên wan li derdora bajarê Şemzînanê yê Bakûrê Kurdistanê ";bi çekên giran"; êrişî tîma çêkirina rê ya artêşa Tirkiyê kirine û nehîştine rê çêbikin. + +Li gorî ANFê, HPGê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku gerîlayên wan şeva borî (02.04.2014) li devera Gerdiya ya Şemzînana Colemêrgê bi çekên giran êrişî hêzên artêşa Tirkiyê yên ku dixwastin di navbera gundên Dêrik û Sitûnê de rê çêbikin, kirine. + +Di nûçeyê de agahiyên zêde nehatin dayîn. + +Her wiha hat gotin ku balafirên bêbalafir ên Tirkiyê roja 2ê Nîsanê li ser herêmên parastina Medyayê de geriyane û di heman rojê de li devera Zapê balafirên şer bi ser deverê de geriyane. + +Tê zanîn, li ser daxwaza rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, ev zêdetirî salekê ye ku şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê hatiye sekinandin û ";pêvajoya aştî û çareseriyê"; dest pêkiriye. + +Her çiqas ji wê demê ve heta niha di navbera her du aliyan şerekî giran derneketibe û ti kes ji wan nehatibe kuştin jî lê car caran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûnên sivik derdikeve. + +Endamê desteya serokatiya PKKê Murad Karayilan, beriya niha gotibû, eger piştî hilbijartinên herîmî yên 30ê Adara dewleta Tirkiyê gavan nehavêje dê pêvajo biqede. + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî bidawîbûna cenga cîhanî ya yekem, û rûxandina impratoriya Osmaniyan, û ji destpêka serhildana hestên netewî di nava miletên herêma Rojhilata Navînde di destpêka seda 20an de, herêma Kobanî jî li Rojavayê Kurdistanê di vejîna hestên netewa Kurd de xwedî rol û beşdar bû. +Gelek pêşengên Kurdan xebata xwe ya siyasî û rewşenbîrî ji herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê destpêkiribûn, ji wan pêşengan, Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî bûn, ew di sala 1926an de ji Bakurê Kurdistanê ji ber hikûmeta Tirkiyê koçkiribûn, û derbasî herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê bûbûn, û bi alîkariya herdu mîrên Berazan, Bozanê Şahîn Begê û birayê wî Mistefa Beg ku bi navê Hirço navdarbû, Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî mafê hemwelatiyê li welatê Sûriyê ji nifûsa herêma Kobanî stendibûn. +Neviyê Bozanê Şahîn Begê, parêzer Ferhad Şahîn li ser hatina mîrên Bedirxaniyan bo herêma Kobanî dibêje: ";Celadet Bedirxan di sala 1926 an de derbasî welatê Sûriyê bûbû, wê demê Kobanî ji aliyê rêveberî de bi herêma Cerablusê ve girêdayî bû, ew û birayên xwe Kamîran Bedirxan û Sureya Bedirxan hatin li gundê Miktelê rûniştin û nisûsa wan ta roja îro li ser kutûkê Miktelê ye."; +Piştî derbasbûna salekê di ser hatina Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî re bo Rojavayê Kurdistanê û welatê Sûriyê, komeleya Xuyebûn ji aliyê komek siyasetmedar û rewşenbîr û kesayetiyên civakî yên kurd ve li welatê Libnanê hatibû damezrandin, di nava damezrînerên wê de ji herêma Kobanî, Bozanê Şehîn Begê û birayê wî Hirço bûn. +Li ser damezrandina komeleya Xuyebûn, Ferhad Şahîn dibêje: ";Xelîl Ramî Bedirxan, Celadet Beg Bedirxan, Sureya Beg Bedirxan, Dr. Kamîran Beg Bedirxan, Memdûh Selîm Wanlî, Bozan Şehîn Beg, Mistefa Şehîn Beg, ev damezrînerên komeleya Xuyebûn bûn."; +Di navbera salên 1928 û 1930 de, siyasetmedarê kurd yê navdar Osman Sebrî jî ji Bakurê Kurdistanê û ji ber hikûmeta Turkiyê kocberî Rojavayê Kurdistanê bibû, û li herêma Kobanî bi cih û war bibû, wî li gundê Miktelê - ku ew ana taxeke bajarê Kobanî ye - û li cem malbata Şehîn Begê derdora 8 salan jiyana xwe derbas kiribû. Yekemî car Osman Sebrî û Mîr Celadet Bedirxan li herêma Kobanî hev naskiribûn, û li mala Bozan Begê hev dîtibûn, Osman Sebrî bi piştgiriya Mîr Celadet û Bozan Begê û Hirço Begê li herêma Kobanî tevlî komeleya Xuyebûn bibû. +Neviyê Bozanê Şehîn Begê parêzer Ferhad Şahîn li ser wê qonaxê dibêje: ";Osman Sebrî di sala 1928 an de hate welatê Sûriyê, di cih de û raste rast hate gundê Miktelê, wê demê komeleya Xuyebûn hatibû damezrandin, ew tevlî komeleya Xuyebûn bû, û ta 8 salan li Miktelê mabû."; +Di şoreşa Araratê ya bi seroktiya Îhsan Nûrî Paşa di sala 1930 de li Bakurê Kurdistanê, Bozan Beg û Hirço Beg û Osman Sebrî wekî serkêşên şoreşê li herêma Kobanî û deyşta Sirûcê ji aliyê seroktiya şoreşê ve hatibûn binav û cîkirin, piştî hin şer û pevçûnên li dijî hikûmeta Turkiyê li derdora parêgeha Rihayê, hikûmeta Frensa li welatê Sûriyê Bozan Beg û Hirço Beg ji herêma Kobanî bidûrxistibûn, û ew li bajarê Şamê xistibûn bin çavdêriya xwe , û herweha Osman Sebrî jî ji herêma Kobanî kocberî cezîra Medxeşqer kiribû. +Parêzer Ferhad Şahîn li ser wê bûyeran dibêje: ";Serokên şoreşê li deyşta Sirûcê, Bozan Şehîn Beg û Mistefa Şehîn Beg (Hirço) û Osman Sebrî bûn, wê demê têkliyên di navbera welatê Frensa û Mistefa Kemal Etaturk rind bûn, ji ber wê hikûmeta Frensa serkirdeyên komeleya Xuyebûn hemû li bajarê Şamê xisitin bin çavdêrî û rûnişkandina bi zorê, û Osman Sebrî jî bo cezîra Medxeşqer bidûr xist."; +Piştî derbasbûna derdora 90 salî di ser hatina Mîr Celadet Bedirxan û Osman Sebrî re bo herêma Kobanî û deyşta Sirûcê, û têkliya wan bi mîrên Berazan re, ta roja îro hîn nifûsa Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî li ser kutûkê nifûsa herêma Kobanî maye, û darên zeytûnan li şûna mala Osman Sebrî li rex mala Bozan Begê ya kevin li bajarê Kobanî û taxa Miktelê dijîn. Di seda borî de gelek kesayetiyên kurd di warên siyasî û rewşenbîrî û civakî de, wek Bozan Begê û Mîr Celadet Bedirxan û Osman Sebrî lehengên zemanê xwe bûn, û serkêşiya demê û bûyeran li Rojavayê Kurdistanê dikirin, wan ji jiyanê kockir, lê dîrok û pêvajoya wan li ser xaka Rojavayê Kurdistanê hate nivîsandin û nayê jibîrkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber destpêkirina propagandeyên hilbijartinan ji hemû hêz û partiyên siyasî xwast, bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê xebatên xwe yên hilbijartinan bimeşînin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di peyamekê de bi helkefta destpêkirina propagandeyên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek belav kir. + +Li gorî daxuyaniyê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî kêfxweşiya xwe ji wê yekê nîşan da ku pîvanê jiyana siyasî ya gelê Kurdistanê demokrasî û hilbijartin e û hilbijartinên vê carê jî dê bibe sedema bihêzbûna demokrasî û desthilata gel. + +Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî jî xwast, di xebatên xwe yên hilbijartinan de ji tundiyê bi dûr bimînin û bi awayekî aştiyane propagandeyên xwe bikin. + +Propagandeyên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê ji roja 1ê Nîsana îsal ve dest pêkiriye û dê heta rojekî beriya hilbijartinan bidome. + +Hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê roja 30ê Nîsanê tên lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Pêncşemê, hejmarek wêneyên nû yên Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî, hatin belavkirin, di yek ji wan wêneyan de Talebanî ligel hevlingê xwe Dr. Letîf Reşîd derdikeve. +Di vê barê de, Dr. Letîf Reşîd, ku şêwirmendê Talebanî ye jî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:";Wêneyên nû yên Mam Celal roja 21ê Adarê hatine kişandin, di wê rojê de Mam Celal cejna Newrozê ligel me pîroz kir."; +Reşîd amaje kir ku ew wêne li resturanekî li derveyî bajarê Berlinê hatine kişandin û diyar kir ku ew li ser daxwaza Mam Celal çûne derve. +Dr. Letîf diyar kir jî ku li Almaniyayê pêşbînî dihat kitin ku roja 21ê Adarê baran barîba lewma wan birayr da ku roja 20ê mehê Newroza xwe pîroz bikin. +Hevlingê Talebanî axaftina xwe wiha domand: ";Di wê rojê de Mam Celal gellek dilxweş bû û pîrozbahiya cejna Newrozê li me kir û me rojeke xweş bihev re derbas kir."; +Şêwirmendê Talebanî herwiha diyar kir ku ";Tendirûstiya Mam Celal gellek başe û terkîz û liv û tevgera wî gellek baş bûye."; +Dr. Letîf Reşîd aşkere kir jî ku Mam Celal rojane temaşeyî televîzyonê dike û rojnameyan dixweîne lê niha zêdetir helebstan dixwîne bi taybetî helbestên Cewahirî û çend helbestvanekî din. +Derbarê vegera Celal Talebanî de jî, hevlingê wî wiha ragihand: ";Mam Celal hez dike vegere Kurdistanê, lê vegera wî dibe bi biryara tîma pizîşkî be, heta niha jî nayê zanîn ka dê kînga bikaribe verger. +Navhatî amaje kir ku dê ";Di rojên bê de dîmeneke vîdyoyî ya Mam Celal bê belavkirin."; + +Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn, êrişên çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dîsa êrişî gundên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kiriye ku di encamê de heta niha şervaneke YPGê jiyana xwe ji dest daye. +Duh (02.04.2014) ji saet 12 şevê de, DAIŞ dîsa ji bajarê Cerablusê û gundê Xerab Eto bi tank û topan êrîşî gundên Beyadiyê û Zormixarê li rojavayê herêma Kobanî dike. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, ta vê demê di encama êrîşên DAIŞ de, şervaneke YPGê bi navê Ahîn Hesen ji gundê Ziravikê jiyana xwe ji dest daye, û li gorî ku çavkaniyeke nêzîkî YPGê ji peyamnêrê Rûdawê re li herêma Kobanî gotibû, ku gellek çekdarên DAIŞê jî di wî şer de hatine kuştin û hîn cenazeyên wan di eniya şer de li erdê mane, DAIŞ nikare wan rake û ta vê demê şer di navbera YPG û DAIŞ de li wan gundan berdewame. +Herwiha çavkaniya nêzîkî YPGê gotibû, ku li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Til Ebyed jî, çekdarên radîkal ji aliyê gundê Qermitlî û Tirkiyê ve êrîşe gundê Girê Sor kiribûn ku ew di bin destên YPGê de ye, û hin ji wan çekdaran hatibûn kuştin û nikarîbûn ber bi gundên kurdan ve pêş de werin. +Hewlêr (Rûdaw)-Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek pêk hat. +Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbsepiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku ";Bîstekê beriya niha li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû."; +Wê çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, derbarê awayê teqînê de diyar kir ku: ";Du kesên Ereb ku bombeyek helgirtibûn li ser motorekî li pey geşteke YPGê dimeşiyan û dixwestin wê bombeyê bi wan de biteqînin, lê hewlên wan bi ser nekeftin û bombeya wan li nêzîkî imara genim a Tirbespiyê bi wan de teqiya."; +Herwiha çavkaniyê amaje kir jî ku tenê ew her du kesên ku bombe bi wan re bû, birîndra bûn û niha ew veguhestine nexweşxaneyê, lê nehat zanîn bê birîna wan heta çi astekî ye. +Herwiha wê çavkaniyê diyar kir ku endamekî asayişa PYDê li bajarokê Tirbspiyê jê re gotiye ku ew her du kes niha di bin kontrola wan de ne û ew dê lêkolînan ligel wan bikin da bizanin ka ser bi kîjan aliyî ve ne. +Ji destpêka sala 2014an de ev teqîna çaremîne ku li bajarokê Tirbsepiyê rû dide û heta niha 3 kes ji encama wan teqînan li bajarokê Tirbspiyên hatine kuştin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku her gava ku kurd gihîşt wê baweriyê ku çarenûsa xwe diyar bike vê yekê vi dizî nake dê bi eşkere bike û got ku êdî wê çaxê Bexda dibe cînarê me. +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeynekê de digel televîzyona erebî ya bi navê Asya, li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha nakokiyên navbera her du aliyan daxuyanî da. +Nêçîrvan Barzanî, rexne li gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê vekirina tola rojnamevanê iraqî Mihemed Bidêwî gotibû, kir û got, mixabin Malikî ku serokwezîrê Iraqê ye peyva ";xwîn li hember xwînê"; bikar tîne û wiha axivî: ";Em naxwazin Iraq nû wiha be, em dixwazin qanûn li ser hemû tiştekî re be."; +Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev gotinên Malikî zêdetir mîna serokeşîran e heta serokwezîrê Iraqê çimkî gotinên wî dibin sedema aloztirbûna rewşa welêt. +Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, di mijara mafê çarenûsê de çi pêwîst be kurd dê bike û kînga kurd gihîşt wê baweriyê ku divê çarenûsa xwe diyar bike wê çaxê dê bi eşkere vê yekê bike nek bi dizî û wê demê Bexda dê bibe cînarê me. + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh 3/4/2014 kongreya yekgirtina 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê destpêkir û hejmarek mezin ji endamên kongreyê dibêjin, divê sekreterê partiya nû li Rojavayê Kurdistanê bimîne ne wek sekreterên niha yên her çar partiyan li Ewropa yan Başûrê Kurdistanê bin. + +Roja pêncşemê kongreya yekgirtina Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), Partiya Yekîtiya Kurdistanê û her du baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, li hola Seid Ebdullah bi beşdariya 643 endaman destpêkir, bi awayekî zêdetirî 360 endamên el-Partî ne û ji her du baskên Azadî ji her yekî ji wan 90 endam û 60 endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanê ne, ligel çend endamên din ên kongreyê. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di roja yekem a kongreyê de her çar sekreterên berê yên partiyan ji rêvebirina kongreyê hatin dûrxistin, ev yek jî ji ber ku li gor prensîpê, ew kesê kongreyê birêve bibe nabe xwe ji bo serkirdatiyê kandîd bike, bi vî awayî jî çend kesên din ji bo rêvebirina kongreyê hatin hilbijartin û her çar sekreter hatin dûrxistin. + +Lê nakokî li ser 2 pirsên din ên bingehîn hene, yekem ewe ku piraniya endamên kongreyê naxwazin kongre bilez temam bibe û li amadekariyên kongreyê jî gilî dikin, lê sekreterên berê dixwazin îro kongre bi dawî were. + +Nakokiya duyem li ser serkirdatiyê ye, beşek mezin ji endamên kongreyê nerazî ne ku serkirdatiya tewafuqî û li menfayê bê avakirin, lê belê dixwazin ew bi awayekî azad serkirdatiyê hilbijêrin û ewên bibin endamên serkiratiyê, bi taybet sekreterê partiyê divê ew merc tê de hebe ku li Rojavyê Kurdistanê bimîne û li wir di nav cemawerên xwe de kar bike. Vê yekê jî pirsgirêk ji bo hejmarek mezin ji endamên serkirdatiyê û sekreterên niha re çêkiriye. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo wê partiya nû ku biryar e bi navê (Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê) be, 250 endamên kongreyê niyeta wan heye ji bo serkirdatiya nû ku ji 51 kesan pêk tê, xwe kandîd bikin. + +Lê li gor axaftinên endamên ne razî, serkirdatiya berê ya her çar partiyan di nav xwe de li hev kirine û dixwazin serkirdatiyeke tewafuqî di kongreyê de çê bikin, bi hênceta ku ji bo qonaxeke demkî ye ku salekê didome, herwiha dixwazin sekreter ji aliyê serkirdatiyê ve bê hilbijartin ne ji aliyê kongre, ji bo ku ji mercê mayîna li Rojavayê Kurdistanê xelas bibe. + +Berî niha Aldar Xelîl ku yek ji serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye û niha li Rojavayê Kurditsanê desthilatdar e, serkirdeyên ew partiyên li Başûrê Kurdistanê dimînin bi kesên ";direvin"; bi nav kirin, di demekê de li gor nêrîna şirovekaran tiştê tê dîtin ewe ku ew partiya dê were avakirin xwedî cemawerên mezine li Rojavayê Kurdistanê, lewra endamên kongreya yekgirtina her çar partiyan dibêjin, divê serkirdatî û serkerter li Rojavayê Kurdistanê bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar bû îro danê sibehê endamên kongreya yekgirtina her çar partiyên Rojavayê Kuristanê ku duh li bajarê Hewlêrê destpêkir, 21 serkirdeyan hilbijêrin, lê belê heta vê gavê ti hilbijartin çê nebûye. + +2 endamên kongreyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku ";Di roja yekem de biryar hat standin ku serkirdatiya nû piştî kongreyê peyrew ango nîzama navxweyî û programa siyasî serast bikin, lê tevî vê yekê ji îro sibehê de car din peyrew û program tê xwendin";. + +Bi gotina her du endamên kongreyê, ";serkirdatiya her çar partiyan hewl didin hilbijartin bikevin saetên dawî yên kongreyê ji bo ku ti gotûbêjek li ser hilbijartina serkirdatiya nû neyê kirin û kongre zû bi dawî were";. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber xwendina peyrewa navxwyî, endamên kongreyê bêzar û aciz bûne û êdî bêserûber ketiye nav endamên kongreyê. + +Biryar e îro 5 hilbijartin di kongreyê de bên kirin. + +Hilbijartina yekem ya endamên ";kultleya damine"; ku hejmara wan 21 kes e û her partiyekê wê bi tena xwe endamên xwe di wê kutleyê de hilbijêrin, bi awayekî ji el-Partî 8 endam, ji her du partiyên Azadî her yek ji wan 5 kes û ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê 3 kes. + +Herwiha pişt re wê endamên kongreyê 30 kesên din ên serkirdatiya hilbijêrin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar hatiye dayîn ku kongre berî saet 8ê şevê bi dawî were. + +Pêncwên (Rûdaw)- Li bajarokê Pêncwênê li Başûrê Kurduistanê, xort û keçekê gule berdan bedena xwe û di encam de wê keçê jiyana xwe jidest da. + +Çavkaniyekê ji Tora Medyayî y Rûdawê re ragihand ku: ";Îro, 04.04.2014, li bajarokê Pêncwên keçekê bi navê (D.F) û xortekî bi navê (D.E) gule berdan bedena xwe û di encam de demlidest keçê jiyana xwe jidest da."; + +Wê çavkaniyê, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, diyar kir jî ku ";Berî niha D.F û D.E li hev hatibûn mehir kirin li piştire bi zorê jihev hatin berdan."; + +Herwiha çavkaniyê amaje kir ku di dema ku gule berdan canê xwe de, demlidest keça bi navê (D.F) jiyana xwe jidest da û xortê bi navê (D.E) bi giranî birîndar bûye û rewşa wî ya tendirûstî gelek xirabe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka fraksyona Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) li Parlamentoya Tikriyê, Perwîn Buldan ragihand ku di destpêka vê hefteyê de ew dê serdana rêberê PKK Ebdullah Ocalan li Imraliyê bikin. + +Perwîn Buldan ragihand ku wan serdana Wezareta Dad a Tikriyê kirine da mohletê wergirin bo serdana Abulaah Ocalan. + +Derarê mijara serdanê de jî, Buldan ragihand ku wê encamên helbijartinên herêmî li Tirkiyê û proseya aşitiyê be. + +Li gor ku Buldan ji ajansa Reutersê re ragihandiye dê Ocalan nêrîna xwe li ser her du proseyan bide û got: ";Pêwîste hikûmet bi awayekî hişiyar mamele ligel proseya aşitiyê bike, ji ber ku em ji hikûmetê çaverê dikin ku gavên kirdeyî bide da ku prose bikeve çarçoveyeke yasayî de."; + +Heriwia Buldan bi pêwîst da zanîn ku guhertin di yasaya sizadanê li Tikriyê de çêbibin û kesên ku bi doza Koma Civakên Kurdistanê hatin girtin, serbest bên berdan. + +Ji aliyek din ve Buldan amaje kir ku ";Bidestxitina piraniya denagn ji aliyê AKPê û BDPê bi wataya piştgirîkirina proseya aşitiyê tê."; + +Derbarê xwekandîkirina Receb Teyib Erdogan jî bo posta serokomarê Tikriyê, Buldan diyar kir ku eger gavên erênî û piştrast di çarçovey prsoeya aşitiyê de bên dayîn dê BDPê û HDPê biryareke girîn di vê derbarê de bidin û got: ";Me hê birayar li ser piştgirîkirina Erdogan nedaye, lê piştgiriya me girêdayê gavên rêekftina proseya aşitiyê ye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêjeya sinetkirina keçan li Başûrê Kurdistanê zêdetirî rêjeya sinetkirina jinan li Iraqê ye. + +Di ";konferasna navdewletî ya jinan û jidayikbûnê li Herêma Kurdistanê"; ku duh li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin de, wezîrê pilandananê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî ragihand ku li gor rûpîveke ku di sala 2011an de li Herêma Kurdistan û Iraqê hatiye kirin, rêjeya keçên sinetkirî li Herêma Kurdistanê 11.3% û li Iraqê 4.9% ye. + +Sindî derbarê wê rêjeyê de got ";Divê em karekî cidî bikin ji bo jinavbirina wê diyardeyê, ji ber wê bandoreke wê ya xirab li ser tenduristiya laş û jiyana paşerojê ya keçan hebe";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di roja duyem a kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê de, nakokiyên tûj li ser pirsa mana sekreterê partiyê li hundirê Rojavayê Kurdistanê derketin holê. + +Îro saet 9.30ê sibehê karên kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), Partiya Yekîtiya Kurdistanê û her du baskên Partiya Azadî li bajarê Hewlêrê berdewam bûn . + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di destpêka gotûbêjan de, piraniya endamên kongreyê ku hejmara wan 643 endam e, daxwaz kirin ku sekreterê partiyê li Rojavayê Kurdistanê kar û xebata xwe bike ne li derve. Wan endamana herwiha tekîd kirin ku ew ji vê daxwaza xwe nayên xwar. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, sekreterên her çar partiyan li dijî vê daxwazê sekinîn û gotin ku ev merc nabe li ser sekreterê nû bê ferzkirin. + +Di nîqaşa ku li ser vê pirsê derkete holê de, serkirdeyekî yek ji wan partiyan got ku ";gefa kuştinê li ser çend sekirdeyên me heye û eger vegerin Rojavayê Kurdistanê dibe ku rastî kuştinê werin";. Yek ji endamên kongreyê jî di bersivê de jê re got ku ";serkirdeyên li derve ji Nesredîn Birhik (ê ku di sibata sala 2012an de hat kuştin) ne baştir in";. + +Ji ber van nakokiyan jî, hilbijartina her 21 endamên sekirdatiyê yên ";kutle damîne"; ku biryar bû saet 9ê sibehê destpêbike, bo piştî nîvro hat paşxistin. + +Ji nava sekreterên her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, 2 sekreter ji destpêka şoreşa Sûriyê de li Hewêrê dijîn, yek ev nêzîkî 15 salane li Almanya ye û yê din jî li bajarê Hesekê dijî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di dirêjahiya du rojên kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî de, rê nedan kamîre û peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdwê ku bi ti awayekî derbasî hundir bibe û dîmen û daxuyaniyan werbigire. + +Ev di demekê de ye ku rê bi çend televizyoneke din hatiye dayîn ji bo dîmenan werbgirin derbasî nav hola Seid Evdullah bibin ku kongre li wir birêvediçe. + +Kongreya yekgirtina her çar patiyên Yekîtiya Siyasî ku ji Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê pêk tê, duh bi beşdariya 643 endaman destpêkir. + +Armanca kongreyê ewe ku her çar di nav partiyekê de bi navê ";Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê"; de bibin yek. + +Beşek ji endamên kongreyê rexne li awayê birêveçûna karên kongreyê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor daxuyaniya hejmarek ji endamên kongreya yekgirtina her çar partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ku ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê re gotine, piraniya endamên kongreyê pêdagiriyê dikin ku divê ew kesê bibe sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê bimîne, ne wek her çar sekreterên niha ku li Başûrê Kurdistan yan li Ewropayê dimînin. + +Ew endamên kongre ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdwê ragihandin ku ";90% ji endamên kongre pêdagiriyê li ser wê yekê dikin ku sekreterê nû yê partiyê divê li Rojavayê Kurdistanê bimîne, ji ber vê yekê jî yên li Başûrê Kurdistan ya li Ewropayê dimînin û çavê wan li posta sekreter e pirsgirêkan çêdikin û dibêjin em li vir xebata dîplomasî dikin û em naxwazin bibin sekreterê Qamişlo yan bên kuştin";. + +Li gor daxuyaniya wan endamên kongreyê ku ji peyamnêra Rûdawê re gotine, ji koma 643 endamên kongre, 400 ji wan li Rojavayê Kurdistanê dijîn û ji wir hatine kongreyê, van endaman ji wan kesan re gotine ku dixwazin ew merc li ser sekreterê nemîne ";eger hûn newêrin li Rojavayê Kurdistanê bijîn xwe ji bo sekreter kandîd nekin, em xebata li ser axa Rojavayê Kurdistanê dixwazin ne çêkirina têkiliyan";. + +Ji aliyekî din ve, ji endamên kongreyê tê xwestin ku lezê bikin ji bo ku îro saet 8ê êvarê temam bikin, ji ber vê yekê jî hejmarek mezin ji endamên kongreyê nerazî ne. + +Hejmarek ji endamên kongreyê ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku ";sekreterên berê dixwazin wext bikujin û serkirdatiyeke tewafuqî çêbikin, bi hênceta ku serkidatî dê demkî be";, lê ew endam dibêjin ";em qebûl nakin";. + +Agirî (Rûdaw) – Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ku ji ber encamên hilbijartinên herîmê yên 30ê Adarê alozî derketiye, çûyîn û hatina nav bajêr û navçeyên wê ji aliyê dozgariyê ve hat qedexekirin. Ji aliyekî din, hilbijartina navçeya Norşînê ya Bedlîsê hat betalkirin. + +Ji piştî ku encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê hatine ragihandin ve heta niha li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê di navbera partiyên AKP û BDPê li ser encamên hilbijartinan nakokî derketiye. + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan, namzedê BDPê Sirri Sakik li hember namzedê AKPê biser ketiye lê AKP vê encamê qebûl nake û li gorî agahiyan, heta niha 15 caran bertek nîşanî encamên hilbijartinan daye û daxwaz hijmartina dengan kiriye. + +Hat zanîn, hijmartina cara 15emîn heta niha jî didome lê çûyîn û hatina nav bajêr û navçeyên bajêr ji aliyê dozgeriyê ve hat qedexekirin û ev çend roj in gellek hêzên polîs û ewlehiyê li nav bajêr û derdora wê hatine komkirin. + +Ji ber qedexekirina çûyîn û hatinê, welatiyên ku ji navçeya Bazîdê ya Agiriyê bo piştgiriya BDPê hatibûn nekarîn derbasî nav bajêr bibin. + +Her wiha hat gotin ku Encumena Hilbijartinê ya Bedlîsê piştî ku dengên navçeya Norşînê bo cara sêyemîn hatin hilbijartin, biryara betalkirina hilbijartina wê derê da. + +Li gorî biryara encumenê, dê cardin hilbijartin were lidarxistin û roja hilbijartina nû jî 1ê Hezîranê ye. + +Li navçeya Norşînê, namzedê BDPê li hember yê AKPê bi ser ketibû lê AKPê ev encam qebûl nekiribû û bertek nîşan dabû. + +Amed (Rûdaw) - Newala Dîcleyê ya ku nexşên dîrokî û bi hezaran cure canewiran di nava xwe di hildigre û çavkaniya oksîjenê ya herêmê ye îja jî bi çêkirina 3 bendavan di rojevê de ye. Li ser Çemê Dîcleyê dê projeyên bi navê "Dîcle 1, Dîcle 2 û Dîcle 3" ya çêkirina bendavan were cîbicîkirin û pireya dîrokî ya Deh Derî dê li bin avê de bimîne. Nûnerê Şaxa Odeya Binesaziya Amedê Ferît Tutşî, diyar kir ku li vir curên nebatan, curê daran, cureyên ajelan dibin xeteriyê de ne. + +Li Newala Dîcleyê herî dawî ji ber qirkirina darên Baxçeyên Hewselê hatibû rojevê û palanek din yê rantê ku li ser Newala Dîcleyê derket holê. Ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjiya Eser ve tê pilankirin ku bi destûra Saziya Rêk û Pêkkirna Bazara Enerjiyê 3 bendavan ava bike. +Li ser Çemê Dîcleyê dê projeya bi navê "Dîcle 1, Dîcle 2 û Dîcle 3" were cîbicîkirin û berê avê biguherînin û bi vê awayî herêmê ji nûve dîzayn bike. + +Nûnerê Şaxa Odeya Binesaziya Amedê Ferît Tutşî diyar kir ku dewlet bi riya hinek saziyan dixwaze xwezaya herêmê talan bike. Tutşî anî ziman ku dixwazin li ser Newala Dîcleyê 3 regulator û 3 projeyên bendavên hîdrolîk ava bikin dê Pireya Deh Derî ya dîrokî jî di bin van projeyan de bimîne û wiha got: "Proje qada 60 kîlometreyî digire nava xwe. şîrketa Eser ji zagonên nû sûd werdigire û difikire sê bendavan ava bike. Li şansê van Barajan jî ji aliyê Saziya Rêk û Pêkkirna Bazara Enerjiyê hatiye pesend kirin." +Tutşî diyar kir ku ev projeyên ku ji 60 kîlometreyan pêk tê dê enerjiyek kêm bîne û wiha got: "Bi vê projeyê 60 kilometreyê dê berê avê 6 caran biguherîne dê ax dibin avê de bimîne. dê cureyên canewiran yê newalê dibin avê de bimîne. Ev sê santralên ku tê avakirin enerjiyek gellek kêm dide. Armanca wan gellek cûdaye dixwaze bi vê yekê xwezaya Kurdistanê talan bike." + +Tutşî diyar kir ku dê li van qadan erseyan bigrin û bi vê awayê 'spekulasyona erseyan' avabikin û wiha got: "Em têdigêhêjin ku dê li ser van erseyan van projeyan ava bike. Çemê ku gel dixwazin bixin malên xwe ji bo vê yekê jî vê zagonê bikartîne û vê xebatê didomîne." +Tutşî anî ziman ku regulatorên ku lîsansa wan hatiye wergirtin yek jî 400 metre nêzîkî Pireya Deh Derî ye û wiha got: " Di nava 50 salî de ger av li ser here an jî derê bendavê bê vekiirn dê Pireya Deh Derî dibin avê de bimîne. Divê berê ku ev bê avakirin raya gel bê standin." + + +Zaxo (Rûdaw) – Li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê re rojane nêzîkî 10 hezar kes tê û diçe. Kesên ku ji deriyê han re derbas bi taybet şofêr gazindan ji wê dikin ku dema derbas dibin tûşî tengavî û arîşeyan dibin. + +Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ku li aliyê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jê re dibêjin, deriyê sînorî yê Xabûrê, di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê-Tirkiyê de ye û deriyekî navdewletî û girîng e. + +Deriyê han li aliyê Başûr nêzîkî bajarê Zaxo û li aliyê Bakûr jî nêzîkî bajarê Silopî ye û rojane nêzîkî 10 hezar kes tê re derbas dibin. + +Kesên ku ji Başûr derbasî Bakûr û Tirkiyê dibin, gazindê wê dikin ku dema derbas dibin tûşî astengî û arîşeyan dibin ji ber ku gellekî tên gîrokirin… + +Sine (Rûdaw) – Waliyê Sine Ebdulmihemed Zahidî, ragihand, di heyama rojên Newroza îsal de zêdetirî 2 milyon geştiyar serdana cihên geştiyarî, dîrokî û sirûşta parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kirine. + +Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojên cejna Newrozê ji yekê 21ê Adarê dest pêdike û roja 2ê Nîsanê ku jê re dibêjin ";roja sêzdekê"; bidawî dibe. + +Li gorî nûçeya ajansa Fars a îranî, waliyê Sine Ebdulmihemed Zahidî, îro ragihand, heta roja sêzdekê ya îsal, zêdetirî milyonek kesên bo derbaskirina rojên Newrozê hatibûn parêzgeha Sine, li hotêl, mêvanxane, kempên demkî, jorên taybet ên parêzgeha Sine de hatin niştecîkirin. + +Ebdulmihemed Zahidî, her wiha da zanîn, 2 milyon û 34 hezar kes jî ji destpêka Newrozê heta roja sêzdekê serdana cihên geştiyarî, dîrokî û sirûşta parêzgehê kirin. + +Li gorî agahiyên Zahidî, di heyama Newrozê de 527 hezar û 302 otomobîl û amûrên veguhestinê ji derveyî parêzgehê hatin nav parêzgehê. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê AKPê yê Amedê û namzedê wê partiyê yê şaredariya Amedê di hilbijartinên herêmî de Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku li Tirkiyê hemû astengên li hember ziman û nasnameya kurdî hatin rakirin lê bo mafên çandî û demokratîk tenê du asteng hene ew jî pênaseya welatîbûnê ya din jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ensarîoglu her wiha ji PKKê jî xwast, êdî çekên xwe dayine. + +Namzedê AKPê yê şaredariya Amedê di hilbijartinên 30ê Adarê yên Tirkiyê Galîp Ensarîoglu ku li hember namzeda BDPê ya şaredariya Amedê Gultan Kişanak, bin ketibû, îro li Amedê civîneke rojnamevaniyê li dar xist. + +Galîp Ensarîoglu, behsa hilbijartinan kir û ragihand, ji bo wan aramî û aştî li Amedê girîng e ji ber wê jî encamên hilbijartinan çi dibe ew hurmetê nîşan didin lewma 3 saetan piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan, pîrozbahî li namzeda BDPê Gultan Kişanak kiriye û jê re gotiye, ";Em ji we xizmetê dixwazin, eger tiştek bekeve ser milê me em amade ne alîkarî bikin."; + +Ensarîoglu, behsa pêvajoya aştî û çareseriyê jî kir û got, hemû astengên li hember ziman û nasnameya kurdî hatin rakirin, niha tenê li hember mafên çandî û demokratîk asteng hene ew jî du asteng in; ya yekê pênaseya welatîbûnê ye û ya din jî perwerdeya zimanê dayikê ye ku ev jî bi guhertina madeya 62 a destûrê û hinek qanûnên din tên rakirin. + +Li gorî wî parlamenterê AKPê, divê piştî van gavan êdî PKK hemû hêzên xwe derxîne derveyî welat û bi awayekî zelal nîşan bide ku dixwaze çekên xwe berde lê li aliyekî din divê qanûnek bo rewşa girtiyan, yên serê çiyê û Ewropayê were dariştin û danîn. + +Galîp Ensarîoglu, derbarê daxuyaniyên rayedarên BDPê yên derheqê berdana Ocalan de ku gotibûn ";Ocalan dê sala 2015an were berdan"; de jî got, ev gotinên wiha tenê bo kêfxweşya xelkê hatine gotin ji ber ku ew jî dizanin em jî dizanin ku Ocalan nikare di Newroza 2015an de azad bibe. + +Ensarîoglu li ser îhtimala namzediya serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bo serokomariyê jî got, li gorî min namzedê herî bihêz bo serokomariyê serokwezîr e lê ez hez dikim serokwezîr wek serokê hikûmetê bimîne da ku bikaribe pêvajoya çareseriyê pêşve bibe û Tirkiyê ber bi demokrasiyeke bihêz ve bimeşîne. + + +Amed (Rûdaw) – Hemû girtiyên ku di çarçoveya doza KCKê ya navçeya Rezana Amedê de hatibû girtin, hatin berdan. + +Rûniştina doza girtiyên KCKê yên ku sala 2011an li navçeya Rezanê ya Amedê hatibûn girtin, îro li dadgeha yekemîn a cezayên giran a Amedê hat lidarxistin. + +Ji ber nemana dadgehên taybet û daketina heyama girtina tohmetbaran ji 10 salan bo 5 salan, dadgehê biryara berdana 31 girtiyên KCKê da. + +Di doza KCKê ya Rezanê de 95 kes dihatin darizandin ku 31 jê girtî bûn. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê Mêrdînê û Hevserokê KCDê Ehmed Turk, diyar kir ku divê li Kurdistan û Tirkiyê rêveberên xweser hebin ji ber ku êdî tenê navendek nikare Tirkiye birêve bibe. + +Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ji CNN Turkê re li ser xweseriya demokratîk axivî û ragihand, divê sîstema Tirkiyê hemû were guhertin ji ber ku êdî mirov nikare bi zihniyeta hişk a navendgeriyê Tirkiyê birêve bibe. + +Ehmed Turk, anî ziman ku ne tenê li Kurdistanê lê divê li hemû deverên Tirkiyê rêveberên xweser bên avakirin û welat bi awayekî demokratîk were birêvebirin. + +Li gorî Turk, eger niha li Tirkiyê rêveberiyên xweser hebin êdî dewleta kûr nikare wiqasî bibandor bibe. + +BDPê di hilbijartinên herêmî de behsa avakirina xweseriya demokratîk li Kurdistanê kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rexneyê tund li siyaseta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê kirin û tekîd kir ku ew hevbeşî, biratî û hevpeymaniyê qebûl dikin lê ew bi ti awayekî qebûl nakin ku bibin dûvikê ti kesî. + +Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi rojnameya el-Heyat a erebî re bal kişande ser rewşa niha ya Iraqê û têkilî û pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de. + +Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Barzanî aşkere kir ku niha Amerîka navbeynkariyê dike û ew li benda encamên wê ne û got ";Qutkirina rizqên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ragihandina şer e û dibe ku tawaneke xirabtir ji ya kîmyabarana Helebce be";. + +Barzanî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê li hember wê kiryara Bexdayê bêdeng namîne û got ";Program û pilaneke me heye û emê cî bi cî bikin, lê eger ew kiryara Bexdayê berdewam bibe dê her tişt bê guhertin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Tiştê herî metirsîdar ewe ku hinek bifikirin heybeta Herêma Kurdistanê bişkînin û hewl bidin wê têxin bin desthilata takekesî de, ev yek mustehîle çê bibe, em çokan ji kesî re nadeynin, em rê nadin ti kesî ku heybeta Herêma Kurdistanê bişkîne, em nabin dûvikê ti kesî, em hevbeşî û hevpeymanî û biratiyê qebûl dikin, lê em qebûl nakin bibin dûvikê ti kesî";. + +Barzanî diyar kir ku eger Bexda pêgirê wê helwesta xwe be wê demê Herêma Kurdistanê dê pişta xwe bi petrola xwe girê bide û eger petrola Herêma Kurdistanê hat firotin wê demê Herêma Kurdistanê dikare bê ku pêwîstiya wê bi Bexdayê hebe, berdewam bibe. + +Derbarê daxuyaniyên cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî de ku gotibû ";Kurd petola Iraqê didizin";, Barzanî got ";Ew axaftin xirabe û diviyabû ji kesekî berpirs derenketiba, eger ew bixwazin em jî dikarin bi wî zimanî bi wan re biaxifin û bersiva me ewe ku ev sed sale hûn petrola Herêma Kurdistanê didizin û eger ne ji petrola Kurdistanê bane, dewleta Iraqê wê nikarîba piştî şerê cîhanî yê yekem rabe ser pêyan";. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser paşeroja Iraqê heye û Iraq niha ji hev dikeve û got ";Teror li navçeyên rojavayê Iraqê belav bûye, hinek bajar li derveyî kontrola hikûmetê ne û terorîst çalakiyên xwe bi awayekî aşkere dikin. êdî Iraq ber bi şikestinê ve diçe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew dê alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin, lê got ku Herêma Kurdistanê ti alîkariya leşkerî pêşkêş nekiriye. + +Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya el-Heyat a erebî sde behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kir û derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ku Herêma Kurdistanê ti alîkariyeke leşkerî nedaye Rojavayê Kurdistanê. + +Barzanî diyar kir ku wî ji rêxistin û kesatiyên Rojavayê Kurdistanê re pêşnyar kiribû ku bi hev re kar bikin û Desteya Bilind a Kurd hat avakirin, lê niha nakokî di navbera wan de hene. + +Barzanî aşkere kir ku wî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re gotiye ku tevlî şer nebin ";ji ber ku eger tevlî şer bibin wê hinek grûp li dijî wan tûj bibin û şer bikin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê tekîd kir ku wan ti alîkariyeke leşkerî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê nekiriye û bi tenê alîkariyê mirovî pêşkêşî wan kirine û dê ew alîkarî berdewam bibin. + +Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistan bi Îran û Tirkiyê re, Barzanî diyar kir ku têkilî pêşdikevin û her du welat ti guvaşê li ser Herêma Kurdistanê nakin. + +Barzanî got ";Eger guvaş jî hebin em qebûl nakin, Herêma Kurdistanê wîsayeta ti welatekî qebûl nake, heta ji Amerîka jî be, gelê Kurd ev hemû qurbanî nedane ji bo ku car din di bin baskekî de bijî";. + +Li aliyê din serokê Herêma Kurdistanê behsa hilbijartinên herêmî li Tirkiyê kir û pîrozbahî li serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKPê Receb Teyib Erdogan kir ku di hilbijartinan de serkeft. + +Barzanî got ";Gelê Tirkiyê car din bawerî da Erdogan û ew hêjayî wê ye. Ji bo em ji encamên hilbijartinê têbgihin divê em li aboriya Tirkiyê binêrin bê berî hatina Erdogan çawa bû";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Lîwaya Yûsif el-Ezmê ya ser bi Artêşa Sûriyê ya Azad ve Besam Hac Mistefa diyar kir ku zanyariyên derbarê amadekariyên DAÎŞê li bakurê Helebê de ne hûr û deqîq in. + +Hac Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Çekdarên DAÎŞê cihên xwe li deverên Raiî û Babê asê dikin û dîwarekî ji axê li ser dirêjahiya zêdetirî 20 km di navbera hêzên xwe û hêzên Artêşa Azad de avakirine";. + +Hac Misteha da zanîn ku beriya 3 rojan çekdarên DAÎŞê 2 endamên Artêşa Azad li Babê îdam kirine û 15 şoreşgherên din li heman deverê girtine. + +Fermandarê Lîwaya Yûsif el-Ezmê herwiha got ";Artêşa Azad niha bi şerê kenarê û Helebê ve mijûl e û rêxistina DAÎŞ jî bi dizî û talankirinê mijûl e, lewra derketina şer di vê demê de niha egereke dûr e";. + +Derbarê gefên DAÎŞ li dijî Kurdan de, Hac Mistefa diyar kir ku DAÎŞ Kurd û Ereb kuştine û talan kirine û dibe ku hejmara qurbaniyên Ereb li ser destê DAÎŞê ji hejmara Kurdan zêdetir be jî, lê bi gotina Hac Mistefa ";Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) mijara metirsiyên DAÎŞê li ser Kurdan mezin dike da ku ji xelkê re bibêje ku ew bergiriyê li mal û rûmeta wan dike";. + +Hac Mistefa got ";Şer û pevçûnên ku li deverên Kurdan qewimîne bi hemahengî di navbera DAÎŞ û PYDê de tên kirin û tekez kir ku zanyariyên piştrast di vê derbarê de di nav destê wan de hene";, lê belê ew amade nebû van zanyariyên niha aşkere bike. + +Ev nêzîkî mehekê ye çekdarên DAÎŞê ji aliyê rojava, rojhilat û başûr ve êrîşî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dike û çend gundên Kurdan li herêma Girê Spî jî vala kirine û ji xwe kirine navendên leşkerî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê berdewam e û her çar partiyan sekirdeyên xwe ku bi navê ";kutleya damin"; hatine binavkirin, ji bo serkirdatiya partiya nû hilbijartin. + +Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji endamên kongreyê wergirtine, duh endamên her çar Patiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê ku xwe di kongreyê de hilweşandin, 21 endamên xwe ji bo serkirdatiya Partiya nû ku navê wê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ye, hilbijartin. + +Di hilbijarinan de ji nav el-Partî her yek ji Siûd el-Mela, Kamîran Haco, Mihemed Îsmaîl, Ebdilkerîm bavê Luqman, Mihemed Emîn Ebas (Bav Mizgîn), Ebdilkerîm (Bavê Pîşo), Elî Îbrahîm û Mihemed Saîd el-Wadî. + +Ji Partiya Aazadî, Mistefa Oso ku sekreter bû, Mihsin Tahir, Mihemed Seidûn, Mislim Mihemed û Mihemed Elî Silêman. + +Ji baskê din ê Partiya Azadî, Mistefa Cuma ku serkreter bû, Beşar Emîn, Elî Mislim, Şahîn el-Ehmed û Hisên Îbiş. + +Ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Ebdilbasit Hemo, Neşat Zaza û Dara Mistefa. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, ji duh de endamên kongre di nav hola Seid Edbullah de ne û şeva xwe li wir derbas kirin. + +Îro serê sibehê jî hilbijatina her 30 endamên din ên serkiratiya PDK-S bi beşdariya endamên her çar partiyan destpêkir û niha deng tên veqetandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku duh her 21 endamên kutleya damin ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) hatin hilbijartin, îro jî hilbijartinêna her 30 endamên din ên serkirdatiyê bi dawî hatin û biryar e îro saet 4 wê encam bên aşkerekirin. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ji endamên kongreyê bi dest xisitine, ji bo 30 endamên serkidatiyê 191 endaman xwe kandîd kiriye û bi tenê ji nav endamên el-Partî ku di kongreyê de zêdetirî 360 endamên wê hene, zêdetirî 80 endaman xwe kandîd kiriye. + +Endamên kongreyê diyar kirin ku porseya hilbijartinê bi dawî hatiye û wê saet 4ê piştî nîvro encamên hilbijartinê bên aşkerekirin. + +Her li gor zanyariyên Rûdawê, di nava kesên ku xwe ji bo serkirdatiya partiya nû kandîd kirine, sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar heye ku wî di nav para partiya xwe ya ";kutleya damin"; de xwe kandîd nekiribû. + +Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê ku di destpêka kongreyê de xwe hilweşandin, divê 4 jin di nava her 30 endamên serkirdatiyê de ku ji aliyê hemû endamên kongreyê ve hatine hilbijartin, hebin. + +Piştî bidawîhatina kongreyê, wê her 51 endamên serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li bajarê Hewlêrê bimînin û di civîna xwe ya yekem de sekreterekî û herwiha 17 endaman ji bo Polîtbîroyê hilbijêrin. + +Di roja duyem a kongreyê de nakokiyên tund li ser pirsa mana sekreterê li Rojavayê Kurdistanê derketin ku li gor endamên kongreyê ji Rûdawê re gotine, 90% ji endaman tekîd dikin ku divê sekreter li Rojava bimîne, lê belê sekreterên her çar partiyên ku xwe hilweşandin ku li Başûrê Kurdistan yan jî li Ewropayê dimînin hewl didin, li dijî wî mercî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di encama hilbijartinên herêmî li Tirkiyê de, li bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê û li gor daxuyaniya saziya desteya bilind a hilbijartinê li Tirkiyê, Partriya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û namzedê wê Sirî Sakik bi deh dengan ket pêşiya namzedê AKPê Hasan Arslan û şaredariya bajarê Agirî bi dest xwe xist. + +Partiya BDPê 20 hezar û 600 deng anî û AKPê 20 hezar û 590 deng anî û ew tê wateya ku BDPê biserket, lê AKPê biryara desteya bilind a hilbijartinê red kir û xwest ji nûve sindoqên hilbijartinê bên vekirin û deng bên hejmartin. + +Li gor medya Tirkiyê û malperên ser bi BDPê ve, roja înê 4 nîsanê cara 14mîn hejmartina dengan destpêkir û bi amadebûna serokê desteya bilind a hilbijartinê li Agirî Mehmet Selîm Karakuzu û nûnerên her du partiyan, hejmartin destpêkir û heta niha jî neqediyaye. + +Li gor agahiyan, hêzên ewlekariyê û polîsan hemû rêyên diçin saraya dadê girtine û çûn û hatin qedexe kirine û polîsên ku ji Stenbol, Enqere û Erziromê hatine di hotelên nêzîkî avahiya dadê hatine bi cî kirin. + +Li gor daxuyaniya rêveberê ewlekariya Agirî Bayram Cuşkun, dibe ku hejimartina dengan heftiyekê bidome. + +Ev îtîrazkirina AKPê li ser encamên hilbijartinê û ji nû ve hejmartina dengan hêşt ku alîgirên BDPê dakevin kolanan û li gelek deveran li bajar rastî destêwerdana polîsan hatin û li bajaroka Beyazîda ser bi Agirî çalakiya dikan girtinê rû da û ji bilî firneyan hemû dikan ne hatin vekirin. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji raya giştî re ragihand ku hikûmeta AKPê bi vî awayekî bi agir dilîze. + +Namzedê serokatiya şaredariya Agirî yê BDPeyî Sirri Sakik di rêya hesabê xwe yê Twitterê re got ";Di sindoqa ewil de ku hetî vekirin de 5 dengên BDPê zêde derket, niha bajar di bin dorpêça polîsan de ye";. + +Cîgirê rêveberê karûbarên hilbijartinê yê AKPê Mustafa Şantop ji çapemeniyê re ragihand ku ";ew axaftina ku 15 caran deng li Agirî hatiye hejmartin dûrî rastiyê ye, ji ber ku di nav heftiyekê de ne mumkîne ku komîteya li wir kar dike karibe 15 caran dengên 196 sindoqan bijmêre, eger her carê rojek li ber xwe bide wê demê pêwîstî bi 15 rojan heye, wê demê wê ew li dijî pêvajoya hiqoqiya hilbijartinê be";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevdîtina digel Sekreterê Giştî yê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Musilman Elî Qeredaxî de nerazîbûna xwe li hember derengketina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li devera Pîrmamê a Selahedînê pêşwaziya sekreterê giştî yê yektiya cîhanî ya zanayên musilman Elî Qeredaxî kir. + +Li gorî nûçeyê, Barzanî di hevdîtinê de behsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û nerazîbûna xwe li hember derengketina vê yekê aniye ziman û wiha gotiye: ";Lê madem hemû aliyek beşdar dibin û emê hemû bi hev re bin wê demê encameke pir baş dê bi xwe re bîne."; + +Di civînê de Barzanî û Qeredaxî li ser hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê jî gotûbêj kirine. Barzanî, li ser hilbijartinên Tirkiyê wiha gotiye: ";Li Tirkiyê derfetek baş ji gelê kurd re çêbûye, ev jî mîna dîrokek nû ye."; + +Hat gotin, Elî Qeredaxî li bara yekrêziya aliyên kurdî diyar kiriye ku parastina Herêma Kurdistanê tenê erka hikûmetê nîne ji ber wê jî divê hemû aliyek hevkariya hev bikin bo parastin û geşekirina Kurdistanê. + +Di mijareke din a civîna Barzanî û Qeredaxî de li ser arîşeyên jêrxana aborî ya Kurdistanê û encamên kongreya geşedanê ya Silêmaniyê hatiye kirin. + +Ormiye (Rûdaw) – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di heyama rojên Newrozê de herî kêm 20 ji ber bûyerên tirafîkê mirine û 400 kes jî birîndar bûne. + +Berpirsê polîsê tirafîkê yê parêzgeha Ormiyê Ebas Fermanî, ji ajansa Mêhr re ragihand, li gorî Newroza par bûyerên tirafîkê li seranserê parêzgehê kêm bûne lê dîsa jî 20 kes di encama bûyerên han de jiyana xwe ji dest dan. + +Ebas Fermanî da zanîn, di Newroza par de 25 bûyerên tirafîkê yên ku bûn sedema mirina welatyan, çêbûn lê bûyerên bi vî rengî îsal kêm bûn. + +Li gorî agahiyên berpirsê polîs tirafîkê yê Ormiyê, di Newroza îsal de hejmara kesên ku di bûyerên tirafîkê de birîndar bûne, 12% zêde bûye û gihîştiye 400 kesan. + +Derbarê sedemên bûyerên tirafîkê de jî Ebas Fermanî anî ziman ku piraniya bûyerên han ji ber qulibîna otomobîl û amûrên veguhestinê rû dane ku ew jî ji ber westandina şofêran çêbûye. + +Hewlêr (Rûdaw)-Li gor encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, Partiya Doza Azad (Huda-Par) ku di sala 2012an de hatiye damezrandin û li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê ketibû hevrikiya hilbijartinên herêmî, nîzîkî 85 hezar deng bi dest xist lê nikarî ti şaredariyan têxe destê xwe. +Huda-Parê tevî ku li Batmanê ji sedî 7.8 û li Amedê 4.41 û li Bidlîsê 5.58 ji dengan anîbû, û di tevahiya Tirkiyê de partiya yazdemîn û li Bakur jî piştî AKPê û BDPê ya sêyemîn bû, lê nikarî serkeftin li ti bajar û navçeyan de bi dest bixe. +Rayedarên Huda-Parê dibêjin, tevî ku partiya wan serkeftin bi dest nexist, lê partiyeke temenê wê çarde meh e û dikarî bibe partiya sêyemîn li Bakûrê Kurdistanê, ev bi xwe serkeftineke mezine. Wek Tê zanîn Huda-Par ku li 2012an hat damezrandin, partiyeke îslamî-kurdî ye. + +Amûdê (Rûdaw)- Kongreyê Yekîtiya Siyasî, ku ji partiya Demokarat Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê pêk tê, bidawî te û nêrînên cuda li cem hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li ser vê kongreyê hene. + +Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jî hemwelatî bi hêvî, rexne û nêrînên cuda behsa kongreya Yekîtiya Siyasî dikin, ku birayar partiyeke nû bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê tê de bê avakirin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Amûdê nêrîn û rexneyên hemwelatiyan li ser vê kongreyê şopandin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku Herêma Kurdistanê rê nade tundî, înkarkirin û ferqûcudahî li dijî ayînan were bikaranîn. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiiya Herêma Kurdistanê, Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya patrîkê babilî û kildaniyên Iraq û cîhanê Marloyîs Sako Rofaêlê yekem û şandeke qeşe û osqofên mesîhî kir. + +Li gorî nûçeyê, patrîkê babilî û kildaniyên Iraq û cîhanê kêfxweşiya ji pêşketina Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Herêma Kurdistanê kir bo hewandina wan mesîhiyên ku ji ber aloziya rewşa ewlehiya Iraqê berê xwe dane Kurdistanê. + +Patrîkê babilî û kilaniyan hêviya xwe anî ziman ku ezmûna Herêma Kurdistanê ya pêkvejiyan û lêborînê bibe mînak ji deverên din ên Iraqê re û got, divê di navbera pêkhate û ayînan de diyalog hebe û zihniyeta ferqûcudahiyê nemîne. + +Barzanî jî di hevdîtinê de got, çanda pêkvejiyan û lêborînê li Kurdistanê kûr e û wiha axivî: ";Herêma Kurdistanê ti carî rê nade tundî û înkarkirin û ferqûcudahî li dijî ayînan were bikaranîn."; + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê û li ser rêya navbera Amed û Çewlikê, di navbera hêzên polîs û xwepêşanderên ku li dijî ";hîle û lîstokên AKPê"; di hilbijartinên herêmî de şermezar bikin, pevçûn derket, di encamê de 3 leşkerên tirk birîndar bûn. + îro danê êvarê, nêzîkî 300 ciwan, bi mebesta ku polîtîkayên AKP'ê yên li ser Serêkaniyê û Agiriyê şermezar bikin, li ser rêya Çewlik û Amedê çalakî pêk anîn. +Koma ciwanan siloganên mîna "Biji serok Apo" got û rê li tirafîkê girtin. +Leşkeran li vir bi bombeyen gazê û çekên rastîn mudaxaleyî komê kirin û pevçûn derket. Ciwanan jî bi molotofan bersîv dan leşkeran. +Di avêtina bombeyên dengî de 3 leşker birindar bûn. leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê. +Hat zanîn ku pevçûna di navbera ciwan û leşkeran de berdewam dike. +Li aliyê din di ketina Karazê de 100 maşîneyên zirxî rê li tiirafîkê girt û destûr nedan ku maşîne biçin Liceyê. +Nûçegîhanên DÎHAyê jî dema xwestin biçin cihê bûyerê ji aliyê leşkeran ve li Karazê hatin rawestandin. Leşkeran diyar kirin ku bi biryara Walîtiya Amedê nikarin destûr bidin rojnamegeran jî. Rojnameger ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin rawestandin û dorpêçkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku qutkirina qûtê xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ji kîmyabarana Helebcê jî xirabtir e. Barzaî anî ziman ku ew li benda encamên navbeyinkariya Amerîka bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ne û wiha got: ";Eger hewlên me negihîjin ti encamekê wê çaxê Kurdistan dê pişta xwe bi xwe ve girêbide."; +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel rojnmaeya erebî a Heyat a Londonê, bi tundî siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê rexne kir û got, qutkirina qûtê gelê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ji kîmyabarana Helebcê jî xirabtir e. +Barzanî, anî ziman ku ew heta niha li benda encamên navbeyinkariya Amerîka bo çareserkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê ne û wiha axivî: ";Lê eger hewlên han negihîjin ti encamekî wê demê Kurdistan dê neçar bimîne pişta xwe bi xwe ve girêbide û ev jî dê her tiştekî biguherîne."; +Serokê Herêma Kurdistanê li ser gotinên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê vekirina tola rojnamevanê iraqî yê bi navê Mihemed Bidêwî ku bi fîşeka efserekî kurd hatibû kuştin, jî got, mixabin serokwezîrê Iraqê wiha qise dike, lê gelo kê xwediyê xwîna 400 mamostayên zanîngehên Iraqê yên di çen salên dawiyê de hatine kuştin, e yank ê xwediyê xwîna qurbaniyên Helebce, operasyonên Enfalê û 8 hezar barzanî ye, me rûpela tolhildanê girt êdî em wî zimanî bikar nahînin. +Mesûd Barzanî, li ser gotinên alîkarê Malikî di karûbarên petrolê de Husên Şehristanî ku Kurdistan bi dizîna nefta Iraqê tohmetbar kiribû, got, eger nefta Kerkûkê neba Iraq nedibû dewlet. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê berdewam e lê navên piraniya endamên desteya serkirdatiya ";Partiya Demokarat a Kurdistanê-Sûriyê"; (PDK-S) hatin aşkerekirin. +Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, ku li pêş hola lidarxistina kongreyê ye, ragihand ku ji duh demjimêr 11ê êvarî û heta niha proseya veqetandin û hejmartina dengan di hola kongreyê de berdewame, ji bo hilbijartina endamên desteya serkirdatiya vê partiya nû. +Li gor zaniyariyên ku peymanêra Rûdawê bidest xistine, heta niha navên 15 kesan hatine piştrsatkirin ku di hilbijartinên serkirdatiyê de biser ketine ew jî ev in: +Ebdulhekîm Beşar, Seîd Omer, Diya Ciwan, Besê Ebdî Osman, Hiyam Ebdulrehman, Kawa Ezîzî, Serhan Hesen, Hoşeng Mistefa, Lezgîn Fexrî, Mihemed Şêrîn, Mîdiya Osman, Salih Cemîl, Dilovan Mihemed Yûsif, Ebdulletîf Silêman û Nafie Biro, lê heta niha navên 15 kesên din mane ku hê nehatine aşkerekirin. +Herwiha duh jî, her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, bi awayekî cuda, endamên xwe ji ";Kutle Damîne"; di serkirdatiya partiya nû de hilbijartin ku hejmara wan 21 kes bûn: +el-Partî her yek ji Siûd el-Mela, Kamîran Haco, Mihemed Îsmaîl, Ebdilkerîm bavê Luqman, Mihemed Emîn Ebas (Bav Mizgîn), Ebdilkerîm (Bavê Pîşo), Elî Îbrahîm û Mihemed Saîd el-Wadî. +Ji Partiya Aazadî, Mistefa Oso ku sekreter bû, Mihsin Tahir, Mihemed Seidûn, Mislim Mihemed û Mihemed Elî Silêman. +Ji baskê din ê Partiya Azadî, Mistefa Cuma ku serkreter bû, Beşar Emîn, Elî Mislim, Şahîn el-Ehmed û Hisên Îbiş. +Ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Ebdilbasit Hemo, Neşat Zaza û Dara Mistefa. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartina encûmena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku ji 51 kesan pêk tê bi dawî hat û piraniya endaman ji el-Partî bûn. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh veqetandina dengên 643 endamên kongreya damezirandina PDK-S ku nêzîkî 30 saetan domand, bi dawî hatin û di encam de ji koma 191 namzedan 30 endam hatin hilbijartin. + +Roja înê jî, 21 endamên encûmena serkirdatya PDK-S ku wek ";kutleya damin"; hatine binavkirin, hatin hilbijartin. Bi vê yekê jî her 51 endam diyarbûn û 10 endamên wan ên yedek jî hene. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên hilbijartina 30 endaman wiha bûn: + + Saîd Omer (el-Partî) 278 deng + + Ebdilhekîm Beşar (el-Partî) 276 deng + + + Lezgîn Fexrî (el-Partî) 266 deng + + + Hoşeng Mistefa (el-Partî) 252 deng + + + Nafih Beyro (el-Partî) 228 deng + + + Besê Ebdê (el-Partî) 226 deng + + + Ferhad Şahîn (el-Partî) 219 deng + + + Mehmûd Erebû/Kawa Azîzî (Azadî-Mistefa Cuma) 217 deng + + + Diya Ciwan (el-Partî) 206 deng + + + Feysel Neiso (el-Partî) 198 deng + + + Serhan Hesen (el-Partî) 190 deng + + + Dilovan Mihemed (el-Partî) 189 deng + + + Heyam Ebdilrehman (el-Partî) 184 deng + + + Salih Cemîl (el-Partî) 182 deng + + + Ehmed Melek (el-Partî) 177 deng + + + Ebdiletîf (el-Partî) 173 deng + + + Perîxan (el-Partî) 170 deng + + + Hacî Kalo (el-Partî) 169 deng + + + Ebdilrehman Apo (Azadî-Mistefa Cuma) 169 deng + + + Mistefa Meimo (el-Partî) 163 deng + + + Nafih Ebdillah (el-Partî) 160 deng + + + Ebdilkerîm Mîranî (Azadî-Mistefa Oso) 155 deng + + + Ebdilrehman Ebtan (Azadî-Mistefa Cuma) 154 deng + + + Hesen Remzî (el-Partî) 153 deng + + + Luqman Oso (Azadî-Mistefa Oso) 151 deng + + + Mihemed Şêrîn (el-Partî) 151 deng + + + Hisên Elî Silêman (el-Partî) 146 deng + + + Ebdilrehman Qasim (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng + + + Omer Koçerî (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng + + + Nûrî Birîmo (el-Partî) 140 deng +Herwiha 10 kes wek endamên yedek ên encûmena serkirdatiya PDK-S hatin hilbijartn û ew jî: + +Ebdî Remedan (el-Partî), Elî Îbahîm (el-Partî), Sebrî Resûl (el-Partî), Ebdilrehîm Saîd (Yekîtiya Kurdistanê), Mehabad Silêman (el-Partî), Şemdîn Nebî (Yekîtiya Kurdistanê), Fewaz Mehmûd (Azadî-Mistefa Cuma), Necah Efendî (Azadî-Mistefa Cuma), Merîm Şêxo (el-Partî) û Eliya Remo (el-Partî). + +Li gor van encaman û encamên kutleya damin, 31 endamên el-Partî, 9 endamên Partiya Azadî ya Mistefa Oso, 8 endamên baskê din ê Azadî û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kudistanê bûn endamên serkirdatiya PDK-S, lê ji koma her 51 endaman bi tenê 3 kes ji herêma Efrînê ya Rjavayê Kurdistanê ne. + +Biryar e di 2 rojên bê de her 51 endamên serkirdatiya PDK-S li bajarê Hewlêrê bicivin û di destpêkê de sekreterekî û 17 endaman ji bo polîtbîroyê hilbijêrin. + +Li gor ku endamên kongreyê ji Rûdawê re gotine, piraniya endaman israr dikin ku divê sekreterê PDK-S li Rojavayê Kurdistanê bimîne, lê belê heta niha nediyar e bê ev merc dê were bicîkirin an jî dê wek sekreterên her çar partiyên ku bûne yek bin ku hinek li Başûrê Kudistanê û hinek jî li Ewropayê dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encamên hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê li Agirî li Bakurê Kurdistanê hatin betalkirin û biryar e roja 1ê hezîranê car din hilbijartin li wir bên kirin. + +Piştî ku namzedê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sirî Sakîk piraniya dengên navenda bajarê Agirî bi dest xistin, alozî di navbera BDPê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de derket, desteya bilind a hilbijartinan li Tirkiyê piştî ku çend caran deng hejmartin, biryar da hilbijartin li Agirî car din bên kirin. + +Namzedê BDPê Sirî Sakîk derbarê vê yekê de got ";Piştî 30 saetan ji hejmartina dengên 24 sindoqan, ez 150 dengan li pêş bûm, lê ji bo ku aramî li bajêr vegere, me xwest hilbijartin car din bên kirin";. + +Sakîk herwiha got ";Çend endamên AKPê ku sextekarî kirine hatine girtin, lewra me serdana şaxê Agirî yê desteya hilbijartinan kir û wan jî biryar da ku roja 1ê hezîranê hilbijartin li Agirî car din bên kirin";. + +Sakîk diyar kir ku armanca wan ji dubarekirina hilbijartinê ewe ku ziyan negihe pêvajya aştiyê. + +Li hember vê yekê, namzedê AKPê yê Agirî Hesen Erselan derbarê daxwaza BDPê de got ";Berî 4 rojan me jî ev yek xwestibû, ji ber ne zelaliyeke di hilbijartinê de heye";. + +Erselan herwiha got ";BDPê bi 10 dengan li pêşiya me bû, lê di hejmartina dawî ya dengan de û piştî vekirina 24 sindoqan, derket 18 dengên me ji yên BDPê zêdetirin";. + +Li gor encamên hilbijartinên Agirî, Sirî Sakîk 20 hezar û 551 deng û Hesen Erselan 20 hezar û 350 deng bi dest xistin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, car din alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed xwepêşandanek li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro sibehê bi sedan alîgirên Esed li ber baregeha Partiya Baes a desthilatadar li wî welat, li nêzîk navenda kultûrî ya bajarê Qamişlo kom bûn. Xwepêşanderan wêneyên Esed û druşmên ku piştgiriya Esed û Partiya Baes dikin, bilind kirin. + +Xwepêşandana îro bi boneya 67emîn salvegera damezirandina Partiya Baes li Sûriyê y ku di 7ê nîsana sala 1947an de hatiye damezirandin. + +Peyamnêrê Rûdawê got ";Xwepêşandan ku gelek xwendekar û fermanber jî tê de beşadar bûn, di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de birêveçû";. + +Herwiha xwepêşandan di bin parastina hêzên ewlekariya rejîmê, çekdarên Ereb ên Mihemed el-Faris û ketîbeyên Baes de li çargoşeya ewlekariyê li bajarê Qamişlo lidarxistn. + +Di nava mehekê de ev cara çarem e ku alîgirên Beşar Esed xwepêşandanan li bajarê Qamişlo li dar dixin. + +Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha di bin kontrla hêzên ewlekariyê de ne, lê taxên Kurdan li wir di bin kontrola YPGê de ne û herwiha taxa Tey ya Ereban di bin kontrola çekdarên Mihemed el-Faris ên alîgirên rejîmê de ye. + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya serokê partiyê Mesûd Barzanî civiya. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn taybete bi gotûbêjkirina dawî hewlên avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Heftiya borî, serokê herêma Kurdistanê ragihandibû ku kabîneya heştem wê berî destpêkirina hilbijartinê Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di 30ê nîsanê de bê avakirin. + +Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî berî niha ji Rûdawê re gotibû ku roja duşemê 7/4/2014 wê cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî yên din bicive ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Rudawê wê zanyariyên zêdetir derbarê civîna îro ya encûmena serkirdatiya PDKê belav bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro yekşemê endamên polîtbîro û encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û herwiha civata niştimanî ya Tevgera Gorran ji bo gotûbêjkirina pêşniyara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bicivin. + +Endama serkirdatiya YNKê Nermîn Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku biryar e îro berî nîvro endamên polîtbîroya YNKê li bajarê Hewlêrê bicivin û pişt re saet 19:00 bi dema Hewlêrê wê encûmena serkirdatiya YNKê jî li Hewlêrê bicive. + +Civîna polîtbîroya YNKê taybet e bi gotûbêjkirina pêşnyara nû ya PDKê ya derbarê avakirina kabîneya heştem de, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û destpêkirina propagendaya YNKê li Hewêrê ku biryar e ro saet 16:00 bi awayekî fermî destpêbike. + +Herwiha biryar e îro piştî nîvro civata niştimanî ya Tevgera Gorran li Silêmaniyê bicive û wê sibê duşmê şanda danûstandinan a Gorran ligel şanda danûstandinan a PDKê li Hewlêrê bicive. + +Endamê şanda danûstandinan a Gorran Ako Heme Kerîm ji Rûdawê re got ";Pêşniyara PDKê bi fermî gihiştiye destê me û biryar e di civîna civata niştimanî de bê gotûbêjkirin û dê encama wê bigihe destê şanda danûstandinan a Gorran";. + +Polîtbîroya PDKê roja 1/4/2014 bi serpereştiya serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya. + +Li gor zanyaryên Tora Medyayî ya Rûdawê, di wê civîn de PDKê razî bûye wezîrê pêşmerge ji Tevgera Gorran be, herwiha serokê dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê wê her ji YNKê be û alîkarê serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarn pêşmerge jî dê ji YNKê be û wezîrê navxwe jî dê her ji PDKê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ku 3 rojan li bajarê Hewlêrê berdewam kir, bi dawî hat û di encam de Partiya Demokrat a Kudistanê-Sûriyê (PDK-S) hat ragihandin. + +Tevî ku endamên kngreyê gilî li amadekariyên kongreyê dikirin û piraniya wextên xwe li dervey hola kongreyê derbas dikirin, lê li dawiyê hilbijartin hatin kirin û 51 yek endamên komîteya navendî hatin hilbijatin, ji wan 21 endamên wek kutleya damin bi cuda ji aliyê her patiyekê bi tenê ve hatin hilbijartin û her 30 endamên duh ji aliyê hemo endamên kongreyê ve hatin hilbijartin. + +Di kongreya ku ji koma 643 endamên wê, zêdetirî 380 endam ên el-Partî bûn, 31 endamên el-Partî, 9 endamên Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso, 8 endamên Partiya Azadî ya baskê Mitefa Cuma û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanê bûn endamên komîteya navendî ya PDK-S, di nava wan endaman de jî bi tenê 4 jin hene. + +Li gor peyrewa navxweyî ya wê partiya nû ku gelek şirovekar dibêjin xwedî cemawerekî mezin e li Rojavayê Kurdistan, komîteya navendî w 15 an jî 17 kesan ji nav xwe hilbijêre ji bo ku bibin endamên polîtbîroyê û pişt re wê sekreterekî jî hilbijêre. + +Berdevkê kongreya PDK-S Neşaat Zaza ku di her sê rojn kongreyê de yek axaftin ji medyayî re nekiriye û ti daxuyanî jî nedabû û nehiştin Rûdaw û ragihandinên din derbasî hola kongreyê bibin, îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got ku ";ji ber hin sedemên ewlekariyê u girêdayî ewlekariya endamên kongreyê bû ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, kongre li dûrî çavn medyayê hat lidarxistin";. + +Zaza ku ew jî wek endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin, aşkere kir ku her 51 endamên komîteya navendî wê sibê Ii Hewlêrê bicivin û endamên polîtbîroyê û sekreterê partiyên hilbijêrin";. + +Li gor zayariyên Rûdawê, di her du rojên destêka kongreyê de, piraniya endaman li ser wê yekê israr kirin ku divê sekreterê partiya nû li Rojavayê Kurdistan bimîne, lê belê sekreterên her çar partiyên ku hatine hilweşandin ku li Başûrê Kurdistanê yan li Ewropa dijîn, li dijî wî mercy rawestiyan. + +Pirsa mana sekreterê nû li ser axa Rojavayê Kurdistanê bê çareserî maye û li gor ku berdevkê kongreyê ji Rûdawê re gotiye, wê ev pirs jî di civîna yekem a komîteya navendî de bê yekalîkirin, lê belê ji nava her 51 endamên serkirdatiyê nêzîkî 20 kesan li erveyî Rojavayê Kurdistanê dijîn. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, di nava serkirdatiya partiya nû de çend 3-4 kesan wê xwe ji bo sekreteriyê kandîd bikin û ew hemû jî berê serkirdeyên el-Partî bûn û di nav wan de 2 kes hene li dervey Rojavayê Kurdistanê dijîn. + +Pirsa ku di serê endamên kongreyê û herwiha endamên wê partiya de bê bersiv maye, ewe ku gelo sekreter û ev sekirdatiya nû wê li Rojavayê Kurdistanê karê û xebata xwe bikin, yan ew jî dê wek yên berê li derve bimînin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta şopandina kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî, şêwirmendê hiqûqî yê xwe erkdar kir. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wê saziyê hatiye belavkirin, ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, şêwirmendê hiqûqî yê xwe bo şopandina dosyeya kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî erkdar kir. + +Malbata Kawe Germiyanî, îro li dijî piştguhketina dosyeya kuştina wî li bajarokê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê xwepêşandan kirin. + +Barzanî, roja 17ê Adara îsal pêşwaziya malbata Kawe Germiyanî kir û guhdarî gilî û gazindên wan kir. + +Rojnamevan Kawe Germiyanî ku seredîtorê kovara Rayel bû, şeva 5ê Kanûna par li bajarokê Kelarê û li ber deriyê mala xwe ji aliyê çekdarên nenas ve hatibûn kuştin. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Polîsê parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di heyama rojên Newrozê de dizî û bûyerên tirafîkê kêm bûne. + +Berpirsê Polîsê Kirmaşanê Kerîm Kêşverî, ji ajansa Fars a îranî re got, di heyama cejna Newrozê de li parêzgeha Kirmaşanê zêdetirî 400 hezar polîs, yekîneyên gerrok ên ewlehiyê bo parastina asayişê hatibûn erkdarkirin. + +Kerîm Kêşverî, diyar kir ku bername û pilanên wan ên ewlehiyê di Newrozê de bersivek baş da û da zanîn, ji ber wê jî rêjeya bûyerên dizî, kuştin û tirafîkê li gorî par kêm bûn. + +Kêşverî her wiha anî ziman ku hêzên polîs nêzîkî 200 kesên ku madeyên hişber bikar tînin, li nav bajêr de kom kirine, 19 kg madeyên hişber jî desteser kirine û ev jî bûye sedema kêmbûna sûc û bûyerên diltezîn. + +Li gorî agahiyên wî rayearê polîsê Kirmaşanê, rêjeya diziyê di heyama Newrozê de li gorî par nivî bûye lê rêjeya diziya nav malan 4% zêde bûye her wiha rêjeya birîndarên nav bajêr jî 66% zêde bûye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Muqteda Sedir tekez kirin ku divê hilbijartinên Iraqê di dema xwe de were lidarxistin. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Barzanî û Muqteda Sedir bi telefonê bi hev re peyivîn û li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê gotûbêj kirin. + +Li gorî nûçeyê, Sedir û Barzanî li ser rewşa ewlehiya Iraqê jî axivîn û hêviya xwe nîşan dan ku kirîza niha ya ewlehiyê li Iraqê di demek herî zû de bidawî bibe. + +Mijarek din a rojeva hevpeyvîna Barzanî û Sedir hilbijartinên Iraqê bû ku her du lîderan tekez kirin ku divê hilbijartinn Parlamentoya Iraqê di dema xwe de were lidarxistin. + +Barzanî û Sedir her wiha ji gelê Iraqê xwestin, bi coş û kêfxweşî tevlî hilbijartinan bibin. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê roja 30ê Nîsana îsal û hevdem digel hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. + +Silêmanî (Rûdaw) - Rojnamevanê Kurd û karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê, Biradost Ezîzî, bi hêceta ";xirakirina navê PYDê"; bi fermana dadgehê li bajarê Silêmaniyê hat girtin. +Îro li bajarê Silêmaniyê, rûniştina doza rojnamevan û karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradot Ezîzî ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li dijî wî hatibû tomarkirin, hat lidarxistin. +Di dadgehê de ku Biradost jî amade bibû, dadwer fermana girtina wî da û ragihand, Biradost Ezîzî sala 2004an ";bi qaçaxî"; derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. +Nûnertiya PYDê li Silêmaniyê, bi hêceta ku Biradost di nivîsên xwe de êrişî ser PYD û serkirdeyên wê kiriye, li dijî wî doz vekiribû. +Bradost Ezîzî, di sala 2004 de, dema ku ew li zanîngeha Şamê xwendekarê beşê ragihandinê bû, di encama serhildana Qamişlo de, ew ligel komek hevalên xwe ji zanîngehê hatibûn avêtin. +Ezîzî dibêje ku ew û grûpek ji hevalên xwe yên xwendekar li ser vexwendineke sekreterê YNKê Celal Talebanî, hatibûn Silêmaniyê û li zankoya Silêmaniyê beşê ragihandinê xwendibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, Duşemê, berî nîvro her du şandên danûstandina a Patiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û ya Tevgera Gorranê, bi mebesta gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bicivin. + +Endamê şanda dansûtandinan a Tevgera Gorranê, Ako Heme Kerîm ji Tora Medyay ya Rûdawê ew got: ";Îro, 07.04.2014, demjimêr 11:30, em wek şanda danûstandina ya Tevgera Gorranê bi serokatiya kak Omer Seyid Elî, li Hewlêrê li mala kak Nêçîrvan Barzanî, bicivin."; + +Duh, 06.04.2014, Civata Niştmanî ya Tevegar Gorranê li bajarê Silêmaniyê civiyan û Sekreterê Civata Niştimanî ya Goranê, Cemal Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku: ";Pêşniyaza PDKê derbarê wê yekê ku Tevgera Gorranê Wezareta Pêşmerge li şûna Wezareta Navxwe werbigire, hat gotûbêjkirin. Hemû hevalên nava Civata Niştimanî li ser vê pirsê axivîn û encam jî radestî şanda danûstansina ya Tevgera Gorranê hat kirin."; + +Ji aiyek din ve, duh, Yekşemê, Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serpirştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya, bo mebesta gotûbêjkirina hewlên dawî bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bo hilbijartina sekreter û polîtburoya PDK-S, îro dicive. + +Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, Mûstefa Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, 07.06.2014, demjimêr 11:00 Komîteya Navendî ya PDK-S li ser pirsa hilbijartina sekreterê partiyê û polîtbûroya wê dicive."; + +Mûstefa Cumaa ragihand jî ku hemjarek kes hene xwe ji bo posta sekreterê PDK-S kanîdîd kirine, lê wî diyar nekir bê ew kes kîne. + +Ji aliyek din ve Cumaa diyar kir ku ";Hin endam nerazîbûna xwe li ser encamên hilbijartinên Komîteya Navendî di kongreyî de dane xuyakirin, lewma dê di civîna îro de li ser vê pirsê jî bê rawestandin."; + +Wek mînakê jî Cumaa wiha got: ";Di kongreyê de jinek bi navê Necah Fendî hebû ku 164 deng bidestxitibûn û nebû endama Komîteya Navendî, lê di himber de hinek zilam hene ku 140 deng bidestxistine û bûn endamê komîteyê."; + +Herwiha wî endamê Komîteya Navendî ya PDK-S got: ";Li gorî peyrewa navxwe ya PDK-S, nabe kesek ku temenê karê wî yê hizbî kêmtir ji 12 salan be, xwe ji bo Komîteya Navendî kandîd bike, lê niha 3 kes di nava Komîteya Navendî de ku ev mercê han di wan de peyda nabe, lewma dê pirsa wan jî bê gotûbêjkirin."; + +Derbarê awayê hilbijartina plîtburoya PDKê û sekreterê wê jî, Mûstefa Cumaa wiha diyar kir: ";Dê Komîteya Navendî bi piraniya 50+1 ji dengan sekreter û polîtburoyê hilbijêre."; + +Roja 3ê mehê li hola Seid Ebdulla li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna 643 endaman kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd li Sûriyê, ku ji 4 partiyan pêk dihat, birêve çû û doh, Yekşemê, bi damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê, bidawî hat. + +Di vê kongreyê de gelek nerazîbûn û nakokî di navbera endamên kongreyê de li ser pirsa cihê mayîna sekreterê PDK-S, derket. + +Di demekê de ku piraniya endamên kongreyê daxwaz dikirn ku sekreterê PDK-S, li Rojavayê Kurdistanê bimîne, serkirdeyên her çar partiyên nava Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokarata Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, ev yek qebûl nedkirin. + +Lewma kongre bi hilbijartina 51 endamên Komîteya Navendî bidawî hat, bêy ku pirsa cihê mayîna sekreterê PDK-S bê yek alî kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endama Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Çinar Seid Ebdulla, ragihand ku guhertina hevkşa siyasî li Herêma Kurdistanê sedema paşketina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. + +Endama serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê Çinar Seid Ebdulla duh, 06.04.2014, beşdarî bernamya Rûdawa Îro kir li ser ekranên Rûdawê bo gotûbêjkirina çend mijarên di rojevê de. + +Çinar Seid Ebdulla sedema paşketina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guhertina hevkêşa siyasî li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 21ê Êlûna sala borî de,vegerand. + +Herwiha Çinar Seid Ebdulaa got ku zeremnedê herî mezin ji paşkertna pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Partiya Demokarat Kurdistanê (KDP) ye. + +Di çarçoveya gotinên xwe de Çinar got: ";Di qonaxên berê de PDKê û YNKê dikarîn bi rêya hevpeymaniya siyasî hikûmetê bi awayekî zûtir pêkbînin, lê piraniya lîste û partiyam û daxwaza beşdariya wan di hikûmetê de karê pêkanîna wê girantir kir."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Çevrimliya ser bi navçeya Guclukunaka Şirnexê ve sê cerdivan ji aliyê hêzên PKKê ve hatin revandin. + +Li gor ajansa DHAyê du sibê dema ku cerdevanên gundê Çevrimliya ser bi navçeya Guclukunaka Şirnexê ve, derketibûn zozana ji aliyê hêzên gerîlayên PKKê hatin girtin. + +Hat ragihandin ku, cerdevanê bi navê Nîmet Ozbey û du pismamên wî, Emîn û Abdulatîf Ozbey dema ku derketibûn zozana ji bo hin mijarên darayî ji aliyê hêzên PKKê ve hatin revandin. + +Muxtarê Gundê Çevrimliyê Îbrahîm Ozbey ji raya giştî re ragihand ku, wan hertim piştgirî dane pêvajoya aşitî, û pêwîste herkes yê din af bike, ji ber wê jî ew dixwaze ku di demekî herî nîzîk de hersê xizmên wî bên berdan. + +Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê nîzîkî şêst hezar cerdevan hene, û piraniya wan kurdin, lê piştî pêvajoya aşitî di newroza 2013an dest pê kir, piraniya rayedarên cerdevanan piştgiriya xwe ji pêvajoyê re kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şanda danûstandinan a Tevgera Gorranê, ku li mala Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî lidarketibû, bidawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, ku li cihê civînê ye ragihand ku civîna her du şandaan bidawî hat. + +Civîn bi mebesta gotûbêjkirina pêşahatên dawî yên pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû lidarxistin, herihwa biryar bû Tevgera Gorranê hewlêsta xwe li himber pêşniyara PDKê bi wergirtina posta Wezîrê Pêşmerge, pêşkêş kiribe. + +Îro, Duşemê, endamê şanda dansûtandinan a Tevgera Gorranê, Ako Heme Kerîm ji Tora Medyay ya Rûdawê ew got: ";Îro, 07.04.2014, demjimêr 11:30, em wek şanda danûstandina ya Tevgera Gorranê bi serokatiya kak Omer Seyid Elî, li Hewlêrê li mala kak Nêçîrvan Barzanî, bicivin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna her du şandên danûstandinan a Partiya Demokarat Kurdistanê (PDK) û ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Hewlêrê destpêkir. + +Çavkaniyekê ji polîtburoya YNKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Îro piştî nîvro şanda YNKê bi serokatiya Berhem Salih, ligel şanda danûstandinan a PDKê dicive, bo gtûbêjkirina çawaniya pêkanîna kabîneya nû ye hikûmeta Herêma Kurdistanê."; + +Herwiha wê çavkaniyê behsa civîna PDKê û Tevgera Goranê jî kir û got ku ";Em çaveryê wê yekê ne ku bizanin bê wê bersiva PDKê bo me çibe, piştire emê axeftinên xwe jî di civînê de bikin."; + +Îro, Duşemê, şanda danpstandinan ya Tevgera Gorranê serdana Hewlêrê kirin û ligel şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê civiyan. + +Di civînê de, ku taybet bû bi pirsa pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar bû ku şanda Gorranê bersiva pêşniyaza PDKê bi wergirtina posta Wezîrê Pêşmerge bide. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dibêje arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ne li ser neft, gaz û bûdcê ye, kêşeya serekî ew e ku kurd dixwaze bi Iraqê re bibe şirîk lê ew dixwazin bibin serdest û kurd jî bibin dûvika wan. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Fraksyona Sosyal-Demokratan li Parlamentoya Ewropayê Hans Soboda kir. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Barzanî û Soboda li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û nakokî û pêwendiyên navbera her du aliyan gotûbêj kirin. + +Li gorî nûçeyê, Barzanî di civînê de diyar kir ku dewleta Iraqê li ser bingeha şirîkatiya her du gelên kurd û ereb pêk hatiye lê mixabin hikûmetên Iraqê ev bingeh binpê kirin û hewl dan xwe bikin serdest. + +Mesûd Barzanî, her wiha anî ziman ku arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ne neft, gaz û bûdce ye, kêşeya serekî ew e ku kurd dixwaze bi Iraqê re bibe şirîk lê ew dixwazin bibin serdest û kurd jî bibin dûvika wan. + +Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku lê gelê Kurdistanê piştî ew qas bedel û qurbanî êdî qebûl nake bibe dûvik û pêveka ti kes û hêzekî. + +Serokê Fraksyona Sosyal-Demokratan li Parlamentoya Ewropayê Hans Soboda, jî di civînê de diyar kir ku peyama Kurdistanê digihîne Ewropa, ew jî peyama gelekî ye ku bi serkeftî welatê xwe ava kiriye. + +Hans Soboda, tekez kir ku divê Yekitiya Ewropa pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir bike. + +Hat zanîn, di hevdîtina Barzanî û Soboda de rewşa pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî hatiye axaftin. +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê PDKê û Serokê Şanda PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, ew pêkanîna hikûmetê paş naxin ji ber wê jî 2 roj mohlet dane YNKê da ku bersiva pêşniyarên PDKê bidin. + +Îro piştî civîna şandên PDK û Tevgera Gorranê yên pêkanîna hikûmetê, şandên PDK û YNKê li mala Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li hev civiyan. + +Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re axivî û ragihand, civîna şandên PDK û Gorranê erênî bû, her du alî li ser hinek mijar li hev kirin û da zanîn, lê derbarê hinek tiştên din jî divê di zûtirîn dem de bersiva hev bidin. + +Nêçîrvan Barzanî, derbarê civîna şandên PDK û YNKê de î got, me 2 roj mohlet daye YNKê da li ser pêşniyarên PDKê gotûbêj bike û bersiva me bide. + +Alîkarê serokê PDKê her wiha anî ziman ku ji vê zêdetir pêkanîna hikûmetê nayê paşxistin û got, serokê Herêma Kurdistanê jî qet naxwaze pêkanîna hikûmetê were paşxistin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, PDK pêşniyara YNKê bo wergirtina yek ji wezaretên Pêşmerge yan Navxwe qebûl nekiriye ji ber k wezaretên han ber para Gorran û PDKê ketine. + +Zêdetirî 6 mehan e hilbijartinên Kurdistanê hatine encamdan lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + + +Colemêrg (Rûdaw) – Li qontara çiyayê Kato li devera Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê, meşa ku BDPê li dijî çêkirina qereqolan li dar xistibû, rastî mudaxeleya leşkeran hat û di encamê de gellek kes birîndar bûn. + +BDPê îro li qontara çiyayê Kato li devera Colemêrgê meşek li dijî çêkirina qereqol û encama operasyonên serbazî çalakiyek li dar xist. + +Di çalakiyê de jibilî welatiyan, gellek berpirs û rayedarên BDPê jî beşdar bûn lê meşa han rastî mudaxeleya tund a leşkeran hat. + +Di encama aloziyê de, yek ji berpirsên BDPê yê Colemêrgê Selahedîn Sayin û gellek kesên din birîndar bûn. + +Hat zanîn, birîndar bo nexweşxaneya Colemêrgê hatine veguhestin lê berpirsê BDPê yê Colemêrgê Miraz Çalli hatiye desteserkirin. + +Ji aliyekî din, hat gotin ku ev çend roj in artêşa Tirkiyê hêzek mezin li devera Colemêrgê bi taybet li derdora navçeya Çelê û çiyayê Kato û Geverê kom dike. + +Dêrsim (Rûdaw) - Hevşaredarên nû yên Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, bi wergitina mazbatayê re, erkên rêveberiya şaredariya bajêr bi rêwûresmekê ji kevneşaredar Edîbe Şahîn wergirtin. + +Piştî ku di hilbijartinên 30yê Adarê de namzedê Partiya Aştî û Demokasiyê (BDP) Mehmet Alî Bûl bi ser ket, îro mazbataya xwe ya şaredariyê sitend. Di rêwresma wergirtina erkê rêveberiya şaredariyê de digel Mehmet Alî Bûl, Hevşaredar Nûrhayat Altûn û Alîkarê Hevşaredaran Huseyîn Tûnç jî amade bûn. Hevşaredaran û endamên Civata Şaredariyê, kevneşaredar Edîbe Şahîn û endamên berê yên Civata Şaredariyê bi gul û qurnefîlan oxir kirin. + +BDP li hemû şaredariyên bi dest xistiye, bi awayekî defakto, pergala hevşaredariyê cîbicî dike. Di çarçoveya pakêta demokrasiyê de ji bo partiyên siyasî 'pergala hevseroktiyê' ket nav qanûnên Tirkiyê, lê 'pergala hevşaredariyê' hîn ne qanûnî ye. + +Piştî ku hevşaredên nû li ber Şaredariya Dêrsîmê ji aliyê Edîbe Şahînê ve bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin, digel endamên nû û kevn ên Civata Şaredariyê derbasî jûra rêveberiyê bûn. + +Li vir kevneşaredar û hevşaredaran ji çapemeniyê re daxuyandin. + +Şahînê di destpêka axaftina xwe de got ku îro yek ji rojên girîng ên Dêrsîmê ye. Şahînê derbirî ku dê di serdema nû de rêveberî dê biryarên pir baş bistînin. Şahîn, di vî warî de wiha pê de çû: "Ji bo dahatûya Dêrsîmê, ji bo baweriya Dêrsîmê, ji bo ziman û nasnameya Dêrsîmê dê Hevşaredên me Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn biryarên pir baş werbigirin û karên pir baş cîbicî bikin." +Şahînê hilbijartina namzedê BDPê wekî xwedîderketina Dêrsîmê pênase kir û got: " Ya me ne destguhertin e, em vê yekê wekî dora nobedariyê dibînin. Digel hevşaredarên me yên nû ev dibe serdema sêyem BDP û Yekbûna Hêzên Şoreşger bajêr bi rê ve dibe. Me bi gelê xwe re bi awayekî hawîrdorparêz, rêlivekirina li ber jinan û bi awayekî demokratîk û beşdarîxwaz şaredarî bi rê ve bir." +Şahînê got ku ew vî erk û postî bi serbilindî radestî rêveberiya nû dike. Şahînê wiha domand: "Ez ji hevşaredarên me yên nû re serkeftinê dixwazim. Ez bawer dikim, kar û xebatan dê hîn zêdetir bi pêş bixin." +Hevşaredar Mehmet Alî Bûl jî ji bo cara sêyem partiya wan hilbijartiye, sipasî gelê Dêrsîmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo xebatên pênc salên borî, em sipasî rêzdar Edîbe Şahîn dikin û rêveberiya wê dikin. Bê ferq û cûdahî, em ê xizmet hemû niştecihên Dêrsîmê bikin." +Hevşaredara Dêrsîmê Nûrhayat Altûnê jî axaftina xwe bi sipasdariya Edîbe Şahînê dest pê kir û got: "Bi wire û arîşêniya Yekbûna Hêzan çêkiribû em gihêştin encamekê. Dêrsîmê reng û aliyê xwe bi zelalî raxist ber çavan. Divê ez diyar bikim ku di bidestxistina vê serkeftinê de rol û rista Şaredara me Edîbe Şahînê jî mezin e. Edîbe yek ji hevala min e ku ez pir jê hez dikim. Berdewamkirina erk û postê wê tije kiribû, ji bo min serfirazî ye. Dê çavên wê li pey nemîne; ew karên ku dixwast di serdema xwe de pêk bîne û pê re negihandibû dê pêk bên." +Di dema xatirxwastina Şahînê de gelek kes hestiyar bûn û hinek xebatkarên şaredariyê giriyan û rondikên wan hûr hûr rijiyan. +Li gorî 'pergala hevşaredariyê' ya ku dê BDP di şaredariyên xwe de cîbicî bike, ji bo her hevşaredarek jûreke cûda li nav şaredariyê tê amadekirin. Rayeya herduyan jî wekî hev e û mûçeyê ku bi fermî tê girtin jî, dê yeksan li herdûyan bê parvekirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, komek ji xwendekar û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê li hember girtina rojnamevan û karmendê Rûdawê Biradost Ezîzî nerazîbûn nîşan dan û daxwaza berdana wî kirin. + +Rojnamevanê kurd û karmendê Rûdawê Biradost Ezîzî, duh li bajarê Silêmaniyê bi hêceta xirabkirina navê PYD û serkirdeyên wê hat darizandin lê bi tohmeta ku bi qaçaxî sînor derbas kiriye, hat girtin. + +Biradost Ezîzî, ku li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 2004an piştî serhildana Qamişlo ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji zanîngehê hat avêtin ji ber wê jî neçar ma derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û xwendina xwe bidomîne. + +Rûdaw (Dêrsîm)- Berdevkê Hewla Parastina Mîrateya Çandeyî û Xwezayî ya Dêrsîmê parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku hemû bendavên ku li Dêrsîmê hatinê çêkirin û yên tên çêkirin, hemû HES (Santralên Hîdro Elektirîkê) û bendav derqanûnî û qaçax in. + +Yildirim got ";Di xala duyem a destûr de tê gotin ku Dewleta Komara Tirkiyê li ser hîmê hiqûqê hatiye damezrandin, lê şîrketên dewletê hiqûqa vê dewletê binpê dikin";. + +Digel Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Alîkarê wî Huseyîn Tûnç, nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan; hawîrdorparêzên Dêrsîmê yên ku li kolana Hunerê li hev civiyan, bi armanca pirotestokirina bendavên li vê parêzgehê hatine çêkirin û tên çêkirin, xwepêşandanek eta meydana Seyîd Riza li dar xistin. + +Li meydanê li ser navê hawîrdorparêzan berdevkê Hewla Parastina Mîrateya Çandeyî û Xwezayî ya Dêrsîmê parêzer Bariş Yildirim daxuyaniyek xwen. + +Yildirim diyar kir ku hemû HES û bendavên ku li Dêrsîmê ji aliyê dewletê û şirketan ve hatine çêkirin û tên çêkirin qaçax û derqanûnî ne. + +Hawîrdorparêz parêzer Bariş Yildirim têkildarê HES û bendavên ku derqanûnî ne, wiha rêz kir: ";Bi taybetî HES û bendava Ûzûnçayir; HES û bendava Seyrantepe, HES û bendava Tatar ên ku li ser newalên Çemê Xarçîkê/Pêriyê hatine çêkirin, herwiha li Pêriyê HES û bendava Pembelîkê ku mîna 'bîrdariya mafnezaniyê' hê avadaniya wê didome; HES û bendava Mercan a ku divê wekî penceşêr bê binavkirin ku li ser dilê Newala Minzûrê ya Parka Xwezayî ya Netewî wekî xencerekê hatiye çikandin; me peyîtand ku hemû qaçax û derqanûnî ne";. + +Yildirim got ku di sala 2011an de daxwaz ji Rêveberiya Taybet a Bajêr kirine ku bendavên Ûzûnçayir û Mercanê bên rawestandin. + +Yildirim wiha axaftina xwe berdewam kir: ";Herî dawî dema di bendava Tatarê de bi awayekî zêdebarî zindiyên tê de mirin, me dest bi lêkolînan kir. Di encama lêkolînan de me dît ku ev HES û bendava hanê bê pîlana avadaniyê hatiye çêkirin. Herwiha di heman rojan de regulatur û HESa Sansayê ku li Bihura Sansayê hatibû destpêkirin jî bê pîlana avadaniyê tê çêkirin. Li ser vê yekê di Îlona 2013an de me dîsa serî li Rêveberiya Taybet a Bajêr da. Me ji berpirsên rêveberiyê re got, 'Di çarçoveya qanûnên pîlana avadaniyê de ev HESana derqanûnî divê demildest bên rawestandin'. Rêveberiya Taybet a Bajêr di bersiva nivîskî da me de got ku 'Têkildarê mijarê, nêrîna Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê pirsîne; em ê di çarçoveya nêrîn û biryara wezaretê de bilebitin'. Nêrîna Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê di 24ê Çileyê 2013an de ji me re hat ragehandin. Ji bersiva wezaretê derdikeve ku di meseleya bendavan de ne hiqûqa dewletê hiqûqa sermayê sermayê serdest e";. + +Yildirim radigihîne ku wezareta navborî di bersiva ji wan re nivîsandiye de destnîşan kiriye ku HES û bendavên ku pîlanên wan ên avadaniyê tine ne, li gorî madeya 32 a qanûna Jimare 3194ê qaçax in û derqanûnî ne. + +Yildirim wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Digel ku ji ser vê hişyariya wezaretê çar meh derbas bû, lê heta niha Rêveberiya Taybet a Bajêrê Dêrsîmê ti gavekê neavêtiye. Li aliyê din me ji devê Rêveberiya Taybet a Bajarê Xarpêtê bihîst ku Şirketa Limak ji bo van bendav û HESê qaçax, rûpoşk û lihevanîneke qanûnî ye. Diyar e wan jî ji devê xwe şeqitandin";. + +Yildirim got ku li derveyî bendavan, li Dersîmê 145 îcazeyên derxistina kanzayan/madenan hatine dayîn. + +Yildirim amarên din ên balkêş weha rêz kir: ";Li hemû çiyayên Dêrsîmê mayîn hatine çandin. Hê jî 10 hezar û 550 mayîn li ser axa Dêrsîmê aktîv in";. + +Parêzer û hawîrdorparêz Bariş Yildirim sedema ku li Dêrsîmê nebarîna berfê, bi bendavên ku li çarmedorê Dêrsîmê hatine çêkirin ve girê da. + +Yildirim bal kişand ser cihên dîrokî yên Dêrsîmê û got ";Niha li navçeya Qisleyê, li jêrî bendava Pembelîkê ya tê çêkirin, cihê perestgeha Zerdeştiyan a kevnar û dêrin hat dîtin. Dêrsîm, ji berê ve û heta niha jî wargeha baweriya Zerdeştî û Raya Heq (Sersûran) e; em ê vê yekê biparêzên. Em ji vir diqêrin û dibêjin, em ê ziman û xwezaya xwe ji tu kesî re nehêlin";. + +Yildirim anî ziman ku Dêrsîm di bin navê veberhênanê de rûbirûyê metirsiyeke mezin e. + +Piştî daxuyaniya Yildirim, girse bi hêminî belav bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê îro li Hewlêrê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê bicive û pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bike. + +Serokê şanda danûstandinan a Yekgirtûya Îslamî Mewlûd Bawemurad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar e îro saet 9:30ê sibehê bi dema Hewlêrê, civîna navbera şanda danûstandinan a PDK û Yekgirtû li mala Nêçîrvan Barzanî li Hewêrê destpêbike. + +Bawemurad diyar kir ku berî niha Yekgirtû daxwazên xwe pêşkêşî PDKê kiribûn û biryar e di civîna îro de PDKê bersivê wan bide. + +Li aliyê din, serokê şanda danûstandinan a Komela Îslamî Ebdilsetar Mecîd ji Rûdawê re got ku civîna wan ligel PDKê wê îro saet 11:30 li Hewlêrê destpêbike. + +Mecîd bal kişand ku Komela Îslamî berî niha daxwazên xwe pêşkêşî PDKê kiribûn û wê di civîna îro de bersiva wan bê dayîn. + +Duh şanda danûstandinan a PDKê ligel şanda danûstandinan a Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya. + +Derbarê naveroka civînan de, serokê şanda danûstandinan a PDKê Nêçîrvan Barzanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Civîna navbera şanda Gorran û PDKê erênî bû û me li ser hinek mijaran li hev kiriye û ji bo hin tiştên din jî pêwîste di nêzîktirîn deme de em bersiva hev bidin";. + +Derbarê civîna şanda PDKê ligel YNKê de, Nêçîrvan Barzanî got ";Di civînê de me 2 roj daye biraderên YNKê ji bo ku ligel Polîtbîroyê bicivin û bersiva me bidin";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna navbera PDK û YNKê de, PDKê daxwazên YNKê ji bo wergirtina posta wezîrê pêşmerge yan jî navxwe qebûl nekir û jê re gotiye ku ew du wezaret navbera PDK û Gorran hatine yekalîkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxwaz ji desthilatdarên Silêmaniyê kir ku rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî yê ku ev 3 rojin di zindaneke Silêmaniyê de girtiye, serbest berdin. + +Sendîkaya rojnamevanan di daxuyaniyekê de got ";Rojnamevan Biradost Azîzî li ser doza ku ofîsa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî wî vekiriye tê dadgehkirin, lê polîs ew bi tometa ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, xistiye zindanê";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi dehan hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê Ii Başûrê Kurdistanê dimînin bê ku ti kaxez û mameleyên wan ên fermî hebin. + +Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê girtina Biradost Azîzî wek binpêkirina yasayên rojnamevaniyê da zanîn û got ";Girtina wî siyasî û ne yasayî ye û ew ji ber helwest û nêrînên xwe hatiye girtin. + +Sendîkayê daxwaz ji desthilatdarên Siêlmaniyê kir ku rojnamevan Biradost serbest berdin û siyaset dûrî karên dadgehan bixin. + +Biradost Azîzî di serhildana 2004an a Rojavayê Kurdistanê de ji beşa rojnamevaniyê ya zanîngeha Şamê hat derkirin û ji ber zext û zordariya hêzên ewlekariyê ew ligel çend xwendekarên din ên Kurd ku ji zanîngehên Şamê û Helebê hatibûnn derkirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û Ii zanîngehên Silêmanî û Selahedînê xwendina xwe berdewam kirin. + +Biradost ku niha karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê ye, ji roja yekşemê ve li Zindana Tesfîrat a Silêmaniyê girtiye. +Tirbespî (Rûdaw)-Asayişa bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê kurdistanê ji saet 4ê sibeha îro, duşemê, ve hatin û çûna xelkê qedexe kiribû û ji wan xwestibû ku di malên xwe de bimînin. + +Nûçegihanê Tora Mayayî ya Rûdawê da zanîn ku hêzên asayişê dest bi kampaniyeke lêgerîn û pişkinînê li Taxa El-Sewre ku pirraniya nişteciyên wê Ereb in kirine. + +Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê ew rewşa qedexekirinê heta nîvro berdewam kir. + +Derbarê Kampîneya lêgerîn û pişkinînê de, nûçegihanê Rûdawê ragihand ku bajarok ji bal hêzên YPGê ve dorpêçkirî ye û hêzên asayişê heta niha bêhtirî 50 kesî girtine û ti kes nikare derrbasî nav bajêr bibe yan jî ji nav derkeve. + +Şahidekî ji bajarokê Tirpespiyê ji Rûdawê re tekez kir ku ji dema nimêja sibehê ve, otombîlên Asayişê li nava bajarok bi amîrên deng bang li xelkê kirine da ku di malên xwe de bimînin. + +Berdevkê komîteya cîbicîkar a kantona Cezîrê Ciwan Mihemed ji Rûdawê re got me bihîst ko şanên teroristî li devera Tirbesipiyê hene û karê terorîstî encam dane û bi niyazin hinek êrîşên din jî bikin li deverê lewra hêza asayşê prosesa ( temşît ) paqij kirina deverê kir û ta niha jî berdewame , tu kûştî nînin û tu pevçûn jî nînin lê girtî hene û encamên baş jî ji vê prosesê hene. + +Bajarokê Tirbespiyê ku 25 kîlometroyan li rojhelatê Qamişlo dikeve di çend mehên borî de rastî 3ê teqînên xwekujiyê hatibû û di teqîna herî dawî de, endamekî Yekîneyên Parastina Gel YPGê jiyana xwe jidest dabû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê ofîsa ragihandna cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ve hatiye belavkirin, Tora Medyayî ya Rûdawê bi şaşî daxuyaniyeke Nêçîrvan Barzanî veguhestiye derbarê bersivdayîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo PDKê. + +Tora Medyayî ya Rûdawê hemû pirsyar û bersivên wî wek xwe veguhestine û bi vîdyo û nivîsî jî di portal Rûdawê de belav dike, hemû kesek dikare bi vîdyo û nivîsî bibîne. + +Her wek birêz Nêçîrvan Barzanî bi zimanê xwe dibêje û portal Rûdaw jî bi awayekî nivîskî belav kiriye, tekesta pirsan û bersivan wiha ye: + +Rûdaw: Ligel YNKê gihiştne çi biryarekê, ew dê beşdar bibin di hikûmetê de? + +Nêçîrvan Barzanî: Ew bijarên li ber me bûn me ji wan re gotin û me daxwaz kir ku di zûtirîn dem de bersiva me bidin, em li bendê ne ku YNKê jî di van du rojan de bersiva me bidin. + +Ji ber vê yekê jî ku tê gotin ku PDKê yan Nêçîrvan Barzanî du roj molet daye YNKê ne rast e, lê belê PDKê li bendê ye ne molet daye. + +Rûdaw dezgeheke multimedia ye û ofîsa ragihandina cîgirê serokê PDKê jî dikare li televizyon û portala Rûdawê li wan pirs û bersivan binêre. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek serokê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmetê ligel şanda danûstandinan a Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya. Piştî her du civînan, bersiva çend pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da. + +Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi wan nexweşe ku avakirina hikûmetê wiha derneg ketiye, lê ew dixwazin derengketin encamên wê wiha be ku yekrêziyek di navbera aliyan de pêk were û hikûmeta yekrêziya niştimanî bê avakirin. + +Hevpeyvîn: Hêvîdar Ehmed + +Rûdaw: Piştî civîna we ligel Tevgera Gorran hûn gihiştine çi encamekê? + +Nêçîrvan Barzanî: Cara yekem civîna me ligel Gorran bû, pişt re ligel YNKê bû. bêguman pirsa sereke meseleya hikûmetê ye, yekem tişt ku aşkere ye ewe ku ev hikûmet gelek dereng ket. Bi rastî diviyabû zûtir bihata avakirin, lê nêrîna me bi taybet PDKê ewe ku bi me xweşe encama vê dernegketinê ew be u em bikaribin hikûmetekê ava bikin û hemû alî yekgirtî bin û bi ev re wê hikûmetê ava bikin, em vê yekê ji hemû bijarên din pesend dibînin. Her di vê çarçoveyê de jî em ligel biraderên Gorran û pişt re ligel biraderên YNKê rûniştin. Niha em bêjin ku em gihişine şêwazê dawî û rêkeftinê, na heta niha em negihiştine şêwaza dawî. Em dê ligel biraderên Yekgirtû û ligel Komela Îslamî jî bicivin, pişt re bêguman wê berçavê me ronîtir bibe ji bo avakirina kabîneya heştem. Tiştê girînge ku nêrîna serkirdatiya PDKê ewe ku divê hewl bê dayîn ev hikûmet di zûtirîn dem de bê avakirin. + +Rûdaw: Ligel Gorran we behsa wezareta pêşmerge kir, ev ji bo Gorran yekalî bûye? + +Nêçîrvan Barzanî: Belê me ligel Gorran beha wezareta pêşmerge kir û me behsa wezaretên din jî kir, ji bo me wek PDKê ti xeteke me ya sor nîne ku her wezaretek di destê kê de be, çi YNKê çi Gorran çi aliyên din. Belê me behsa vê yekê jî kiriye. + +Rûdaw: Tevgera Gorran dibêje eger wezareta pêşmerge hêza 70 ya YNKê û 80 ya PDKê ne pê re be, ew dê wezaretê wernegirin, bersiva we çiye? + +Nêçîrvan Barzanî: Wezîrê pêşmerge ji kîjan alî be dê yekxistina hêza 70 û 80 yek ji erkên wî yên sereke be, divê yekem kar wî ew be ku yekîneya 70 û 80 bike yek û bibine hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, divê ev karê yekem yê wezîrê bê yê pêşmerge be. + +Rûdaw: PDKê baweriya wê bi Tevgera Gorran heye? + +Nêçîrvan Barzanî: Nizanim bê mebesta te ji vê yekê çiye, ev siyasete û em her du alî siyasetê dikin, tiştê ji bo me girînge ewe ku me hemû hewlek daye û em gelek bêhnfere bûn di wê demê de ji bo ku Gorran û aliyên din tevlî hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin. Ez di wê baweriyê de me ku ev bêhnferehiya PDKê ligel hemû aliyan divê wiha bê wergirtin ku bi rastî di asta hestkirina bi berpisyariyê be û ji wê yekê tê ku PDKê bawerî bi xwe heye û bawerî bi aliyên din jî heye ku divê em vê proseyê bi hev re brdewam bikin, îcar ew alî çi YNKê, çi Gorran, çi Yekgirtûya Îslamî, çi Komela Îslamî û aliyên din jî bin. + +Rûdaw: Ligel YNKê hûn gihiştine ti biryarekê, ew dê beşdar bin di hikûmetê de? + +Nêçîrvan Barzanî: Ew bijarên li ber me bûn me ji wan re gotin û me daxwaz kir ku di zûtirîn dem de bersiva me bidin, em li benda wê yekê ne ku YNKê di van du rojan de bersiva me bidin. + +Rûdaw: Eger bersiva wan ew be ku yan wezareta pêşmerge yan wezareta navxwe divê ji bo YNKê be, eger na ew tevlî hikûmetê nabin, wê demê dê bersiva we çi be? + +Nêçîrvan Barzanî: Em bi t awayekî avakirina hikûmetê paşde naxin û nêrîna me ewe ku divê hikûmet dereng nekeve, tiştê li cem girîng ewe hemû aliyek hest bi wê yekê bikin di vê proseyê de, bila aliyekî wiha hizir neke û hest neke ku sernekeftiye di vê meselê de. Li cem me ew yek girînge û bi tekî jî em dê hemû hewlekê bidin ji bo hemû alî tevlî hikûmetê bibin. Îcar di encamê de divê çi wezaretekê werbigirin, ev li ser gotûbêjên niha disekine. + +Rûdaw: Çend rojên din wê hikûmet bê avakirin? + +Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdarin di zûtirîn dem de ev hikûmet bê avakirin, lê ez nikarim bêjim di vê rojê de yan jî di vî wextî de dê were avakirin, lê em hêvîdarin em bikaribin di zûtirîn dem de hikûmetê ava bikin. Cenabê serokê Herêma Kurdistanê jî di wê yekê de cidiye ku divê hemû hewl bên dayîn ku hikûmet zû bê avakirin. + +Rûdaw: Di vê demê de Amerîka û Îran hewl dane ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibin navbeynkar ji bo ku mesela budceyê were çareserkirin, ew hewl gihiştine kûderê? + +Nêçîrvan Barzanî: Di destpêka mesela budceyê de û ji bo ku em niyeta pak a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû aliyekî re bidin xuyakirin me got em amade ne her roj 100 hezar bermîl petrol bê merc di rêya SOMO re, Iraq bifiroşe. Di kêleka vê de em hewl bidin danûstandinan ligel Bexdayê berdewam bikin ji bo ku em bigihin encamekê li ser hemû proseya hinartina petrolê. Em di 1ê nîsanê de amade bûn wê ptrolê bişînin derve, lê borî şikestin, mixabin li gelek cihan karên terorîstî hatin kirin û borî hatin şikandin, niha em ligel Bexdayê mijûlî dîtina rêyeke din in ku em bikaribin wan 100 hezar bermîlan bişînin derve. Lê ya girîng ewe ku heta niha Bexdayê budceya Herêma Kurdistanê neşandiye û me berî niha gotiye û em tekîd jî dikin ku pirsa karta budce û birrîna keda xelkê û mûçeya xelkê karekî gelekî ne di cihê xwe de ye ku ji aliyê Bexdayê ve tê kirin û em hêvîdarin ku Bexda wê yekê têbigihe ku ev yek bi ti awayekî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û eger em bixwazin Iraqeke yekgirtî, Iraqeke xweş ji bo hemû xelkê Iraqê hebe, nabe karta budce wek guvaşekê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê were bikaranîn. + +Rûdaw: Zaniyaryên me hene ku di van çend rojan de tu li Tirkiyê bûyî, serdana we ji bo çi bû û encama wê çi bû? + +Nêçîrvan Barzanî: Na, zaniyariyên we ne rastin, ez dixwazim biçim, lê hîn ez neçûme. + +Rûdaw: Di hilmeta hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de we ragihand ku eger petrola Kurdistanê bê firoştin dê beşekî dahata wê rasaterast ji hemwelatiyan re be, niha jî hûn li ser soza xwe ne? + +Nêçîrvan Barzanî: Heta niha em li ser soza xwe ne, lê heta niha di pratîkê de me nikariye bigihin wê qonaxê. Mesela petrolê ne wiha hêsan e, bêhnferehî û tehemul jê re divê, lê em geşbînin bi paşeroja serkeftina vê siyaseta ku em di hikûmeta Herêma Kurdistanê de dimeşînin. Bêguman eger proseya firotina petrolê destpêkir, siyaseta me dê her ew druşm û ew soz bin ku berî niha me dane xelkê Kurdistanê û em pêgirê sozên xwe ne. + +Rûdaw: Wate eger petrol bê firotin, beşeke dahata wê dê têkeve berîka xelkê? + +Nêçîrvan Barzanî: Belê dê têkeve berîka hemwelatiyên Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ber bi konfederalîzmê ve diçe û ";dewleta kurdî"; di rê de ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona Sky Newsê ya erebî re li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî. + +Barzanî, diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi Iraqê re ber bi konfederalîzmê ve diçe û dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye. + +Ev daxuyaniyên Barzanî piştî wê tên dayîn ku nakokî û aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber mijarên bûdce, hinartina petrola Herêma Kurdistanê û hinek arîşeyên din her ku diçe kûrtir dibe. + +Beriya niha jî Barzanî li ser birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve gotibû, eger rayedarên Bexdayê li ser helwesta xwe ya li dijî Kurdistanê rijd bin wê demê bila bên em ji hev xilas bibin û vê pêwendiya xwe ya kêşedar biqedînin. + +Ormiye (Rûdaw) – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 4 milyon û 700 hezar pez û dewar heye. Li gorî pisporên jîngehê, ev rêjeya pêz zirarê digihîne sirûşt û kewşenên Ormiyê ji ber ku hejmara pêz ji kewşenê parêzgehê zêdetir e. + +Rûbera parêzgeha Ormiyê 4 milyon û 366 hezar hiktar e ku 61% jê bo çêrandina pez û dewaran hatiye terxandin û ji aliyê Wezareta Kewşen û Daristanan a Îranê ve tê birêvebirin. + +Ev di demekî de ku hejmara pez û dewarên Ormiyê bi giştî 4 milyon û 700 hezar ser e, ji aliyekî din şiyana kewşenên parêzgehê tenê têra 2 milyon û 400 hezar pez û dewar dike. + +Li gorî pisporên jîngeh û ajeldariyê, zêdebûna hejmara pez û dewaran zirarê dide kewşen û dibe sedema wê ku kewşen têk biçe. + +Pispor dibêjin, divê hejmara pez û dewarên parêzgeha Ormiyê were kêmkirin û li şûna ajelên giran ajelên sivik were xwedîkirin û pilan û bernameyên pêwîst bo parastina kewşenên parêzgehê bên cîbicîkirin. +Silêmanî (Rûdaw) - Berpirsên îdarî yên bajarê Kerkûkê red dikin ku kar bi wê fermanê bikin ku yekser ji nivîsgeha serokwezîrê Iraqê hatiye û îmzeya Nûrî Malikî li ser e, ji be ku bi baweriya wan ev ferman ji bilî ku dijîtiya destûrê dike, hevdem bi qezenca proseya bierebkirina vî bajarî û guherîna rewşa demografîk ya vê navçeyê tê. + +Nêzîkî 3 meh berê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî nameyek arasteyî parêzgarên bajarên orte û başûrê Iraqê kiriye û li gor naveroka vê nameyê eger her malbatek beriya 10 salan li van bajaran niştecih bûbe, hemû şertên pêdana zevî, xanî û karkirinê wan vedigire, heta eger ne xelkê vî bajarî bin jî. + +Berpirsên îdareya Kerkûkê vê nameyê wek rêxweşkirinê ji bo ";Erebên 10 hezarî"; û hemû malbatên ereb ên din dizanin ku li pêş û paş proseya azadiya Iraqê û bi sedemên rengereng berê xwe dane Kerkûkê û li wê derê niştecî bûne. + +Serokê bajarvaniya Kerkûkê hêvî kir ku hemû hêzên siyasî hevnêrîn bin li ser redkirina vî celebê fermanên ku ji Bexdayê ji bo Kerkûkê tên şandin û dibêje niha hemû dezgehên îdarî yên Kerkûkê hevnêrîn in li ser wê yekê ku kar bi wê fermanê neyê kirin. + +Endamê parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî dibêje, "Ne ku Malikî, lê desthilata parlementoyê jî nîne ku yasa û biryarên wiha derxînin, ji ber ku ew li dijî destûrê ye û ligel madeya 140ê nakok e." + +Li gor madeya 140 ji destûra Iraqê, divê ev navçeyên ku rewşa wan a demografîk nerêk e, pêşî rewşa wan bi rêya qerebûkirin û vegerandina hawirdeyan bo cihên wan yên berê asayî bibe û piştre serjimêrî û piştre referandûm li ser çarenivîsa wan bibe. + +Lê wek Ehmed Eskerî dibêje, desthilata madeya 140ê nikare kesî derxîne: "Tenê dikare ji wan kesan re bêje vegerin cihên xwe yên ku li wir doza qerebûyê kiribin. Li gor vê yasayê kesê ku doza qerebûyê neke dikare bimîne." + +Cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî, dibêje: "Dema ku Erebên hawirde li Kerkûkê neman û vegeriyan, hingê em dikarin fermana serokwezîr cîbicî bikin." + +Li gor Rêbwar Talebanî êdî şaşitî ye ku bê gotin ";Erebên 10 hezarî";, ji ber ku "beriya 35 salan hejmara wan 10 hezar kes bûn, niha nifşê duyem û sêyem jî pêgihiştin û hejmara wan gellekî zêde bûye." +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûryê (PDK-S), Siûd Mela wek Serkreterê partiyê hat hilbijartin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, di civîna Komîteya Navendîya PDK-Sê de, ku ji 51 endamî pêk tê, her yek ji Siûd Mela, Mihemed Ismaîl û Ebdulhekîm Beşar xwe ji bo posta sekreteriya PDK-Sê kandîd kiribûn. + +Piştî dengdana li ser vê postê û jimartina dengan, Siûd Mela bi 33 dengan karî biser bikeve û wek sekreterê PDK-Sê were hilbijartin. Herwiha Mihemed Ismaîl wek berpirsê kargêrî yê polîtburoya PDK-S hat hilbijartin. + +Siûd Mela û Mihemed Ismaîl berî niha endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) bûn, herwiha Ebdulhekîm Beşar jî sekreterê wê wê bû. + +Birayr e di vê civînê de, endamên polîtburoya PDK-Sê jî werin hilbijartin, ku hejmara wan 17 kes e. + +Li gorî zaniyariyên Rûdawê, her çar sekreterê berê yên partiyên Yekitiya Siyasî, Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Oso, Mistefa Cumaa û Ebdilbasit Hemo bo polîtburoya PDK-Sê hatin destnîşankirin, û niha jî prosya hilbijartina her 12 endamên din ên polîtburoyê birêve diçe. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, berî ku civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê dest pêbike, hejmarek ji endamên wê hişyarî dabûn ku eger Ebdulhekîm Beşar bibe sekreterê PDK-Sê, ew dê qebûl nekin û dê nerazîbûnê nîşan bidin. + +Roja 3ê Nîsana îsal, kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, ku ji Partiya Demokara kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk dihat, li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan û bi damezrandina Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê û hilbijartina Komîteyeke Navendî, ku ji 51 kesî pêk tê, bidawî hatibû. + + +Zaxo (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê xendeqekê dikole ku dirêjahiya wê 17 km, kûrahiya wê 3 metre û berahiya wê jî 2 metre ye. Aloyê Rojava ji vê yekê nerazî ye… + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêceta ku pêşiya qaçaxiyê bê girtin û rojane gellek kesên ereb ji aliyê Rojava re derbasî Başûr dibin, li ser sînorê navbera Başûr û Rojava xendeqekê dikole. + +Xendeq li nav û piştî hinek gundan kurdan re derbas dibe û bi qasî 17 km dirêj, bi qasî 3 metre kûr û 2 metre jî fireh e. + +Berdevkê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mihemed ji Rûdawê re axivî û li hember kolandina xendeqê nerazîbûn nîşan da û got, em bi dilgiranî li vê xendeqê dinêrin û jê aciz in çimkî di demekî de ku kurdên Rojava pêwîstî bi alîkariyê heye ev xendeq tê kolandin… + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî hilbijartina sekreterên giştî û polîtburoyê, endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) jî hatin hilbijartin. + +PDK-Sê îro di civîna Komîteya Navendî de li Hewlêrê, Siûd Mela wek sekreterê xwe hilbijart her wiha Mihemed Îsmaîl wek sekreterê polîtburoya xwe destnîşan kir. + +Piştre di civînê de 15 kes jî wek endamên Polîtburoya PDK-Sê hatin hilbijartin ku navên wan wiha ne: +Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Cumaa, Mistefa Oso, Ebdulbasit Hemo, Lezîgn Mihemed, Neşet Zaza, Ebdulkerîm Ebûloqman, Mihemed Elî (Ebû Nado), Muhsin Tahir, Nafie Beyro, Ferhad Şahîn, Muslim Miho, Kameran Haco, Beşar Emîn û Mistefa Meimo. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya û derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh sêşemê şanda danûstandinan a YNKê ji bo avakirina hikûmetê serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê kir. + +Di civîna ku nehatiye ragihandin de, behsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwiha serokê Herêma Kurdistanê tekîd kir ku ew dixwaze hemû alî li hev bikin û hikûmeteke yekrêziya niştimanî zû ava bikin, bi awayekî YNKê rola xwe tê de bilîze û Tevgera Gorran jî wek hêza duyem mafê xwe yên ku di hilbijartinan de bi dest xistiye, werbigire. + +Ew serdana YNKê piştî rojekê ji civîna wê şandê ligel şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê ji bo avakirina hikûmetê ku tê de negihiştibûn rêkeftineke dawî. + +Her wek cîgirê serokê PDKê û kandîdê PDKê ji bo avakirina hikûmetê Nêçîrvan Barzanî roja duşemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew li bendê ne YNKê di van yek du rojan de bersiva PDKê bide. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji îro de wê bersivdayîna fermî di navbera PDKê û aliyên din de destpêbike. + +Enqere (Rûdaw)- Malpera ";Hurriyet Daily News"; ya ingilîzî, gotareke Fatih Çekîrgey belav kiriye û tê de bal dikişîne ser helwesta namzedên bê yên serokomariya Tirkiyê derbarê sê pirsên serekî de ku ew jî: pêvajoya aştiyê li Tirkiyê (pirsgirêka Kurd), pirsa azadiyan li Tirkiyê û endamtiya di Yekîtiya Ewropa de ne. + +Derbarê pirsa Kurd de dibêje ";Ji bo hilbijartinên serokomar, wê serokomar bi dengên Kurdan were diyarkirin. Deng êdî ne tenê dengê yek neteweyê ne";. + +Çekîrgey herwiha dibêje ";Eger em li nexşeya dengên Partiya Komara Gel (CHP) binêrin, ew wek partiyeke li kenaran derdikeve pêş ne wek partiyeke li seranserê Tirkiyê. Ew niha li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ne xwedî deng û seng e";. + +Di gotarê de herwiha hatiye gotin ku CHPê niha di nava aloziyekê de dijî û li pey rêyeke çareseriyê digire ji bo pirsgirêka Kurd. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yekemîn civîna xwe lidarxist û sekreter û endamên polîtbîroyê hilbijartin. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh komîteya navendî ya PDK-Sê ku ji 51 kesan pêk tê, li bajarê Hewlêrê civiyan ji bo hilbijartina sekreter û endamên polîtbîroyê. + +Di civînê de ku endamê komîteya navendî Ferhad Şahîn ne amade bû, ji bo posta sekreteriyê her yek ji sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Ebdilhekîm Beşar û endamê polîtbîroya heman partiyê Siûd el-Mela xwe kandîd kirin. + +Li gor encamên hilbijartinê, ji koma 50 dengan, Siûd el-Mela bi 33 dengan bû sekreterê PDK-Sê û Ebdilhekîm Beşar bi tenê 16 deng bi dest xistin. Herwiha Mihemed Îsmaîl ku ew jî endamê polîtbîrya el-Partî bû, di partiya nû de wek berpirsê îdarî yê polîtbîroyê hat hilbijartin. + +Piştî hilbijartina sekreter, hilbijartina endamên polîtbîroyê destpêkirin û di encam de 12 kes hatin hilbijartin. + +Her li gor çavkaniya zanyariyê Rûdawê, sekreterên her çar partiyên ku di nava PDK-Sê de bûne yek, Ebdilhekîm Beşar, Mistefa Cuma, Mistefa Oso û Ebdilbasit Hemo ku hemû jî li Başûrê Kurdistanê yan li Ewropa dijîn, li ser pêşniyara sekreterê nû Siûd el-Mela, bê hilbijartin bûn endamên polîtbîroyê. Bi vî awayî jî hejmara endamên polîtbîriyê gihişte 17 kesan. + +Li gor encamên van hilbijartinan, ji Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso 4 kes, ji Partiya Azadî ya baskê Mistefa Cuma 2 kes, ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê 2 kes û ji el-Partî 9 kes bûn endamên polîtbîroya PDK-Sê. + +Tiştê balkêş di van hilbijartinan de ewe ku di nav endamên polîtbîroya PDK-Sê de ti jinek nîne, herwiha ti endamek ji her;ma Efrînê jî di nav de cih nagire, ev yek jî, wek şirovekar dibêjin, wê bibe qelisbûnek ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê ku li gor heman şirovekaran, partî ew xwedî cemawerekî mezin e li Rojavayê Kurdistanê. + +PDK-Sê di kongreya yekgirtina her çar partiyên her du baskên Azadî el-Partî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê di 5ê vê mehê de ku 643 endam tê de beşdarbûn, hat damezirandin. + +Di kongreyê de piraniya endaman tekîd kirin ku divê sekreter li Rojavayê Kurdistanê bimîne û bi vê yekê jî armanca wan pêk hat, ji ber ku Siûd el-Mela ku bi xwe xelkê herêma Dirbêsiyê ye, li bajarê Qamişlo dijî û li wir dimîne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Konsulê giştî yê Almanya li Başûrê Kurdistanê Alfred Smith derbarê rewşa tenduristiya serokomarê Iraqê Celal Talebanî de ragihand ku ";rewşa wî ber bi başiyê ve diçe"; û bi tenê hin xelk û malabata wî dikarin wî bibînin. + +Alfred Smith di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê pirseke li ser rewşa Talebanî de got ";Niha haya min ji tenduristiya Talebanî nîne, lê eger min bizaniya jî wê ew azadiya min neba ez behsê bikim, ji ber ku pêwîste em rêz li rewşa navxwe ya malbata wî bigirin û ev karê wan e her zaniyariyek hebe bibêjin";. + +Smith herwiha got ";Talebanî ber bi başiyê ve diçe, lê ez nikarim bêjim di çi rewşekê de ye";. + +Di bersiva pirsekê Rûdawê de ku gelo ma ne pêwîste Almanya zaniyariyan derbarê Talebanî de bide xelkê Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Smith wiha bersiv da ";Karekî şaşe Almanya derbarê vê yekê de biaxife";. + +Smith zanyariyên nû li ser cihê mayîna Talebanî da û aşkere kir ku ";ew di odeyeke taybet de ye û tenê hejmarek kêm ji xelkê û malbata wî dikarin wî bibînin";. + +Serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî roja 17/12/2012 li Bexdayî rastî celteya mejî hat û pişt re ew rakirin nexweşxaneyeke Almanya û ji wê demê de li wir tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo ku bi rayedarên Koma Civaka Kurdistanê (KCK) re hevdîtin pêk bîne çûn Qendîlê. + +Şanda BDP û HDPê piştî xwestin bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û ev hevdîtina wan hêj pêk nehatiye, bernameya xwe guhertin. + +Şanda BDPê ku ji wekîlên koma BDPê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan pêktê îro çûn Qendîlê. + +Li gorî nûçeya DÎHAyê, Baluken û Buldan dê derbarê geşedanên pêvajoyê de bi rayedarên KCKê re hevdîtinê pêk bînin. + +Li bendê ye ku di rojên pêş de şanda BDPê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr nexşerêya ";projeya dewleta kurdî"; ragihand û got ku Kurdistan bi hemû pîvanekê mafê wê heye ku bibe dewleteke serbixwe û xwedî serwerî. + +Îro çarşemê Elî Bapîr li bajarê Hewlêrê di kongreyeke rojnamevaniyê de projeya xwe ragihand û got ";Di vê qonaxê de derfeteke guncayî ji bo avakirina dewleta kurdî heye, lewra Komela Îslamî vê pirsê dike karekî xwe yê strastejîk û hemû hewlên xwe yên dîplomasî, siyasî û mirovî jib o vê yekê dide";. + +Elî Bapîr aşkere kir ku ev salek e kar li ser wê projeyê hatiye kirin û ji aliyê desteyeke ji serkirdatiya Komela Îslamî ve hatiye pesendkirin. + +Emîrê Komela Îslamî diyar kir ku projeya wan ji sê teweran pêktê, yekem astengên li ber dewleta serbixwe ya kurdî û awayê nehiştina wan, duyem nêrîna Komela Îslamî û îslamiyan bi giştî derbarê mafê çarenivîsiyê ji bo xelkê Kurdistanê de û sêyem jî mîkanîzma bidestxistina wê armancê. + +Elî Bapîr herwiha got ku ewê projeyê û hûrgiliyên wê bigihînin destê serokê Herêma Kurdistanê û hemû aliyên din ên peywendîdar. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro saet 1ê piştî nîvro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê bike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî wê îro ligel her 51 endamên serkirdatiya PDK-Sê bicive. + +PDK-Sê piştî yekgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê di kongreya ku li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin de, hat ragihandin. + +Duh jî sekreter û endamên polîtbîroya PDK-Sê ji nav her 51 endamên komîteya navendî ya wê partiyê hatin hilbijartin. + +Tê pêşbînîkirina di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê û serkirdatiya PDK-Sê de karên li pêşiya wê partiyê û rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bêne gotûbêjkirin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Piştî ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û avakirina hikûmetekê li herêma Cizîrê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve di dawiya meha çile ya borî de, serdanên wezîrên hikûmeta Sûriyê ji bo bajarê Qamişlo zêde bûne. + +Berî destpêkirina şoreşa Sûriyê di adara 2011an de, wezîrên hikûmetê kêm caran serana parêzgeha Hesekê bi giştî û Qamişlo bi taybet dikirin û hikûmetê ti girîngî nedida parêzgeha Hesekê ku li Sûriyê bi navê parêzgeha bi xêr û berekt tê naskirin, ji ber ku ew bi çandinî û petrola xwe dewlemend e. + +Wezîrên ku serdana parêzgehê dikin, hemû di rêya balafirê re ji balafirgeha Şamê tên balafirgeha Qamişlo û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên ewlekariyê û Partiya Baes ve tên pêşwazîkirin û pişt re li Qamişlo û li Hesekê digeriyan û çend civîn û hevdîtin li dar dixistin. + +Yekem wezîr di hikûmeta Sûriyê de ku îsla serdana Qamişlo kiribû, wezîra karûbarên civakî Kînda el-Şemat bû ku di 29ê adarê de bi serokatiya şandeke wezaretê hat Qamişlo û serdana koçberên ku ji parêzgehên din hatine Qamişlo kir. + +Piştî wê bi du rojan, wezîrê xwendina bilind Malik Mihemed Elî û endamekî din ê serkirdatiya Partiya Baes hatin Qamişlo û tevlî konferansa şaxê wê partiyê li parêzgeha Hesekê bûn. + +Di 2yê vê meha nîsanê de jî, wezîrê çandiniyê Ehmed el-Qadirî û wezîrê çavkaniyên avê Besam Hena ew jî di rêya balafirgeha Qamişlo re gihiştin bajêr û roja pey re li bajarê Hesekê ligel berpirsên parêzgehê civiyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku biryar e îro çarşemê wezîra rewşenbîrî Lubane Muşeweh û wezîrê gihandinê yên hikûmeta Sûriyê serdana Hesekê bikin û li avahiya parêzgeha Hesekê ligel berpirsên parêzgehê bicivin. + +Heta niha ti zaniyarî tine ne ku di van serdanan de hevdîtin navbera wezîrên hikûmeta Sûriyê û berpirsên partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de çê bûne yan na. + +Lê li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, wezîra karûbarên civakî ya Sûriyê xwestibû ligel berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û kantona Cizîrê bicive, lê her sê aliyan civîn red kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) kir û avakirina wê partiyê pîroz kir. + +Îro, 09.04.2014, piştî nîvro serkirdatiya PDK-Sê serdana bajarokê Pîrmamê kir û li wir ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî avakirina PDK-Sê ku di navbera çar partiyên Rojavayê Kurdistanê de hatiye avakirin, li serkirdatiya wê partiyê pîroz kir. + +Her li gor çavkaniya Rûdawê, di civînê de Barzanî tekîd li ser yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz ji serkirdatiya PDK-Sê kir ku yekîtiya xwe biparêzin û bihêztir bikin PDK-Sê di 5ê vê mehê de di encama yekgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hat damezirandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçovey gera 8em a şampyoniyaya Ewropayê, îşev 2 lîstikên gerim tên lîstin, ku tê de wê du tîmên bihêz ji şampionyayê derkevin. + +Duh, 08.04.2014, her du tîmên Real Madrid û Chelsea bi serkeftî xula 8em a şampiynoniyaya Ewropayê derbas kirin, û çaverêye îro her du lîstikên din jî birêve biçin. + +Di lîstika yekem de, ku dê her du aliyên wê Spanî bin, tîma Athletiko Madrid li ser yarîgeha xwe ya bi navê Vicente Calderón, pêşwaziya tîma Barselona dike. + +Yariya borî di nabvera A. Madrid û Barcelona de bi encama wekhevî temam bûbû, lewma çaverê ye ku îşev lîstika di navbera her du aliyan de gerim be bo bi destxistina kerta derbasbûna qonaxa berî dawî ji şampyonyaya Ewropayê. + +Li aliyê din, tîma Bayern Munschen ya Elmanî li ser yarîgeha xwe, Allianz Arena, pêşwazî li tîma Manchester United dike. + +Tevî ku şensê B. Munschens bêtir di vê lîstikê de heye, lê li gorî pisporên werzişê nedûre ku M. United surpirîzekê di lîstikê de bike, û kerta dserbasbûna xonaxa berî dawî jidest B. Munschen birevîne. + +Her du lîstik demjimêr 21:45 bi dema Hewlêrê tên encamdan. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji Sekreterê Partiya Demokata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û endamên serkirdatiya wê partiyê re got ku dilsozî û xemxuriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye, û daxwaz ji wan kir ku vê derfeta zêrîn li Rojavayê Kurdistanê jidest nedin. + +Îro,09.04.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê, kir. + +Di hevdîtinê de, endamên serkirdatiya PDK-Sê soz dan Mesûd Barzanî û gel Kurd ku ew dê ";Di xizmeta rêbaza Kurdayetî û berjewendiyên neteweyî yên gelê xwe de bin."; +li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê hevdîtinê de pîrozbahî li serkirdatiya PDK-Sê kir ji bo serketina kongreyê wan û ";Hêvî xwest ku di erk û karên xwe de serkeftî bin."; + +Herwiha Balikşand li ser wê yekê ku ";Bîr û baweriya Kurdayetiyê me li dewra hevdû komkiriye. û em her çi bikin nikarin deynê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bidin, ji ber ku di rojên teng da alîkariya şoreş û xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dane û ew dilsozî û xemxuriya wan cihê şanaziyê ye."; +ji aliyek din ve Barzanî daxwaz ji sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê kir ku serkeftin û encamên kongreya xwe biparêzin, herwiha diyar kir ku niha derfetek zêrîn hatiye pêş gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji wan kir ku vê derfetê jidest nedin. + +Serokê Herêma Kurdistaê ji serkirdatiya PDK-Sê re ragihand jî ku Herêma Kurdistanê amade ye her alîkariyekê pêşkêşî wan bike û ew piştgiriya her biryareke PDK-Sê dikin. + +Di dawiyê de Barzanî ragihand ku pêşeroja gelê Kurd pêşerojek geş û bihêvî ye û diyar kir ku ";Guhertinên navçeyê û cîhanê di berjewendiya gelê Kurdistanê de ne û pêwîste em hemû sûd ji van derfetan werbigrîn ku ji bo gelê me hatine holê."; + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Êrîşa ku li Parlamentoya Tirkiyê li dijî Kiliçdaroglû pêk hatibû, duh li Dêrsîmê hat şermezarkirin. + +Xwepêşandan li Meydana Seyîd Riza di bin serperiştiya rêxistina CHPê ya Dêrsîmê de bi piştgiriya rêxistinên civaka sivîl hat sazkirin. + +Serokê Baskê CHPê yê Dêrsîmê Kemal Bozkûrt axaftina xwe bi şermezarkirin êrîşê destpêkir û got ku êrşa li dijî Kiliçdaroglû nîşaneya pêvajeyeke neveger û xirab e. + +Bozkûrt wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Ev êrîşa li dijî hemwelatiyên Tirkiyê yên ku dixwazin rast û dirust bijîn. Li hemberî tundî û fişaran, têkoşîna me ya siyasî û demokratîk dê bihêztir bi pêş bikeve. Roj roja yekîtiyê ye. Divê em rê nedin, veqetîn û komikperestiyê";. + +Seroka Komeleya Karsazên Jin ên Dêrsîmê Fîdan Aydinê jî diyar kir ku di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekem êrîşkarek bi kulman li serokê giştî yê partiyekê da. + +Aydinê herwiha got ";Ev kulm ne tenê li Kiliçdaroglû ketiye li Dêrsîme û li hemû Tirkiyê ketiye. Ev yek ji bo Tirkiyê cihê şermê ye. Ev kulm li biratî, aştî û demokrasiya Tirkiyê ketiye";. + +Birayê Kemal Kiliçdaroglû, Yûsûf Ziya Kiliçdaroglû yê ku di xwepêşandanê de amade bû, got ku piştî êrîşê bi birayê xwe re peywendî daniye û niha rewşa wî baş e. + +Piştî daxuyaniyan girse bi hêminî belav bû. + +Êrîşkarê bi navê Orhan Ovet ku bi kulman êrîşî Kiliçdaroglû kir, endamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) derket. + +Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Çelîk duh ji ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku êrîşkar Orhan Ovet endamên partiya wan e. + +Çelîk di hesabê xwe yê tora civakî de diyar kiriye ku 9 milyon endamên partiya wî hene, Orhat Ovet jî di 2012an de bûye endam; diviyabû kesek wiha paşxana wî bi tawanan tije ji bo endamtiyê nehata qebûlkirin. + +Çelîk diyar kir ku piştî bûyerê, êrîşkar yekser ji partiya wan hatiye dûrxistin û qewitandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê niha li ber destê xwendevanan e. + +Di hejmara 244 a vê heftiyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê de, hevpeyvîna taybet a Rûdawê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye weşandin ku tê de bersiva çend pirsên girîng dide. + +Herwiha gelek mijarên din ên girêdayî hilbijatina serokomarê Tirkiyê û rola Kurdan di wê proseyê de û rewşa Kurdên Feylî li Iraqê di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin. + +Şehrîbana Kurdî û Mîkaîl Aslan di du hevpeyvînên taybet ên Rûdawê de, behsa jiyan, hunera xwe û rewşa hunera kurdî dikin. + +Her di vê hejmara nû ya Rûdawa Ewropa de, hevpeyvînek ligel Prof. Dr. Golmorad Moradî hatiye kirin û tê de behsa rewşa Yarsanan li Rojhilatê Kurdistanê dike. + +Rêvebirê ofîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Karwan Zêbarî di hejmara 244 a Rûdawê de, behsa karên ofîsa xwe û hewlên wan JI BO HeleBCE bikin rojeva Kongreya Amerîka dike. + +Herwiha çend gotarên girîng li ser ";Serdema serokan";, ";Zimanek û du zarave";, ";Dunya rûyê xwe nade Kurdan"; û ";Dewletên rojavayî çima ji Îranê re serî tewandin?"; di vê hejmara rojnameya Kurdên Diyasporayê de cih digirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di 5ê vê mehê de ji aliyê 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê ve hat damezirandin, di yekemîn daxuyaniya xwe de tekîd kir ku siyaseta tekane li Rojavayê Kudistanê xizmeta gelê Kurd nake û pêwîste hemû hê û alî rêzên xwe bikin yek ji bo xwe li hember êrîş û gefan biparêzin. + +Komîteya navendî ya PDK-Sê daxuyaniya bidawîhatina karên kongreye yekgirtina PDK-Sê belav kir û tê de tekîd kir ku kongreya wan a ku rojên 3, 4 û 5ê vê mehê li Hewlêrê hat lidarxistin, di bin çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêveçû. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku raporta siyasî ya serkirdatiya Yekîtiya Siyasî ya ku di kongreyê de hatiye xwendin, tekîd li ser wê yekê kir ku ";PDK-Sê beşekî sereke ji şoreşa Sûriyê ye û ew ligel hevparên xwe di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de kar ji bo hilweşandina rejîma sîtemkar dike";. + +Di wê raporta siyasî de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wiha hatiye gotin: ";Siyaseta tekane û dûrxistina aliyên din xizmeta gelê Kurd û doza w ya neteweyî nake û divê yekîtî û yekrêziya nav mala kurdî di destpêka her karekî de be û pêwîste helwest û rêz yek bin ji bo ku rûbirûyê hêzên tarî û terorîsît bibin ku niha metirsiya wan li ser bajar û bajarokan zêde dibe";. + +PDK-Sê ku di encama yekgirtina her du baskên Partiya Azadî, Partiya Yekîtiya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) de hat damezirandin, ragihand ku deriyê wê li ber hêzên niştimanî yên kurdî vekiriye ji bo ku gavên din ên yekgirtinê bên avêtin. + +Di daxuyaniya dawî ya kongreya PDK-Sê de ku dibêje ewê li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe bike, tekîd li ser wê yekê jî hatiye kirin ku rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ew jî yek ji pêkhateyên wê ye, divê bê aktîvkirin û bihêzkirin. + +PDK-Sê diyar kir ku divê Sûriya nû xwedî sîstemke demokrasî û ne merekezî be, bi awayekî ku federaliyetê ji bo Kurdistana Sûriyê misoger bike û destûrek bê danîn ku tê de mafên hemû pêkhateyan misoger be. + +Di dawiya daxuyaniyê de, komîteya navendî ya PDK-Sê ku ji 51 kesan pêk tê, daxwaxza azadkirina girtiyên sûrî di zindanên rejîmê de û ";girtiyên siyasî yên Kurd ên ku li cem PYDê binçavirî ne"; kir. + + +Kobanî (Rûdaw)- Şaxê Encûmna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li herêma Kobanî bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir ku kar ji bo rakirina dorpêça li ser herêma wan bikin. + +Şaxê ENKSê li Kobanî bangewaziyek belav kir û tê de ragihand ku bajarê Kobanî û navçeyên derdora wê ku nêzîkî 750 hezar kes tê de dijîn ji hemû aliyan de hatiye dorpêçkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji 6 mehan de yek dilopa avê û elektrîk ne gihitşiye xelkê herêma Kobanî ya ku çavkaniya elektrîk û ava wê herêmê niha di bin kontrola çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de ye. + +Şaxê ENKSê li Kobanî bang li rêxistinên navdewletî û mirovî û civaka navdewletî kir ku yekser kar bikin ji bo ku dorpêça li ser herêma Kobanî bê rakirin û av û elektrîk bigihînin xelkê herêmê û koçberên ku li wir djîn. + + +Ormiye (Rûdaw)- Tevî gefên navenda Besîcê, ciwanên gundekî parêzgeha Ormiyên ya Rojhilatê Kurdistanê bi armanca parastina jîngeha devera xwe, 400 şitilên daran çandin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berî niha hejmarek ciwanên gundê Rajan ê devera Deşta Sîlwana Ormiyê alîkarî li gundê xwe komkirin ji bo 400 şitilên daran li çiyayê derdora gund biçînin. + +Ciwanan piştî berhevkirina alîkariyan, her 400 şitilên darên behî û gûzan Ii çiyayên derdora gundê Rajan çandin. + +Derbarê vê mijarê de, Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê ragihand ku navenda Besîc a li gundê Rajan gef li wan ciwanan xwaribû û ji wan re gotibû ku nabe dar li derdora çiyayên gund bên çandin, bi hênceta ku ";ew dever dikeve sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de";. + +Ciwanên gundê Rajan dibêjin ku armanca wan ji çandina daran ewe ku jîngeha devera xwe biparêzin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradost Azîzî ku roja yekeşmê bi tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û nebûna îqameyê"; hatiye dadgehkirin, heta niha di zindaneke bajarê Silêmaniyê de ye. + +Rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ev nêzîkî 10 salane li Başûrê Kurdistanê dimîne, roja yekeşmê li ser daxwaza dadgehê çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê. + +Biradost Azîzî ev sal û nîve li dadgeheke Silêmaniyê li ser doza ku 2 alîgirên PYDê bi tometa ";teşhîririna PYDê"; li dijî wî vekirine, tê dadgehkirin. Lê ofîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Başûrê Kurdistanê li şûna PYDê ew yek red kir ku wan ti doz li dijî wî rojnamevanî li ti dadgehekê vekiribe. + +Biradost Azîzî ku niha di Zindana Girtin û Veguhestinê (Tesfîrat) ya Silêmaniyê de girtiye, ji Rûdawê re got ";Roja yekşemê ez çûm pêşberê dadgehê û ez matmayî mam ku doza min doza teşhîrkirina PYDê guheriye û bûye doza nebûna îqameyê";. + +Azîzî di navbera salên 2004 û 2009 de di beşa ragihandinê ya zanîngeha Silêmaniyê de dixwend û ji wê demê û heta niha li gelek saziyên ragihandinê Ii Başûrê Kurdistanê kar kiriye. + +Biradost Azîzî ew jî wek bi deh hezaran Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bê îqame ye, ji ber ku ew wek penaber derbas bûne û ji ber rewşeke xirab a ewlekarî û aboriyê reviyane. + +Rojnamevan Biradost Azîzî herwiha got ";Ez jî wek her 250 hezar Kurdên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, bê îqame me, lê ez rojnamevanim û doza ku li dijî min hatiye vekirin, dozeke siyasî ye ne qanûnî ye";. + +Ew rojnamevanê Kurd ku ev 5 rojin di zindanê de ye û aliyên peywendîdar qebûl nakin bi kefalet were azadkirin, dibêje ";Madem ez ji ber nebûna îqameyê hatime girtin, bila min veguhêzin bajarê Hewlêrê, ji ber ev 2 salin ez li Hewlêrê dijîm û ez li saziyeke navdar a rgihandinê kar dikim";. + +Heta niha nediyar e bê Biradost Azîzî dê were azadkirin an jî dê wî veguhêzin bajarê Hewlêrê yan na, lê tiştê diyar ewe ku ew rojnamevanekî Kurd e û ev 5 rojin di zindanê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku heta niha ti rojek ji bo lidarxistina civîna parlamentoyê nehatiye diyarkirin, lê egereke bihêz heye ku heftiya bê bicive. + +Mihemed Sadiq ku serokatiya yekem civîna xula çarem a Parlamentya Kurdistanê kir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku pêwîste aliyên siyasî li hev bikin û rojekê ji bo civîna parlamentoyê diyar bikin. + +Sadiq diyar kir ku egereke bihêz heye ku heftiya bê parlamento bicive. + +Piştî hilbijartina 21ê îlona 2013an, Parlamentoya Kurdistanê bi tenê carekê civiya ye û ji ber ku heta niha her pênc aliyên ku di hilbijartinê de serkeftine derbarê avakirina kabîneya heşetem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev nekirine, parlamento civîna duyem li dar nexistiye. + +Duhok (Rûdaw)- Ev duyem roje li pey hev endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî xendeqa ku di navbera Başûr û Rojavayê Kudistanê tê kolandin xwepêşandanan li dar dixin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo şopandina xwepêşananê çûbû wê deverê, rastî êrîşa bi keviran ji aliyê xwepêşaneran hat. + +Îro bi sedan endam û alîgirên PYDê ku alên PYD, YPGê û wêneyên rêberê PKKê Abdullah Ocalan radikirin, li aliyê Rojavayê Kurdistanê ber bi sînor ve meşiyan. + +Xwepêşanderan druşmên li dijî kolandina wê xendeqê bilind kirin ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin armanca wê xendeqê ewe ku rê li ber karên qaçaxçiyan bê girtin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ser sînor got ku xwepêşanderan bi keviran êrîşî tîma Rûdawê û pêşmgereyên li aliyê Başûrê Kurdistanê kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku hêzên pêşmerge ji bo ku nehêlin xelk derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bibin, gule berdan asman. + +Malperên nêzîkî PYDê gotin ku di xwepêşandana duh a alîgirên PYDê li ser sînor de, ciwanekî bi navê Fadî Tirkî Xidir di lingê xwe de bi guleyê birîndar bû. + + +Şirnex (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê, di doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de 14 kes hatin berdan. + +Îro li dadgeha cezayên giran a Şirnexê, rûniştina doza KCKê hat lidarxistin. + +Ji 38 girtiyên KCKê li Şirnexê, 14 kes hatin berdan ku di nav wan de şaredarê berê yê Şirnexê Remezan sal jî heye. + +Navên kesên ku hatine berdan, wiha ne: Şaredarê berê yê Şirnexê Remezan Uysal, berpirsa berê ya BDPê Fatma Kabul, Dursun Çakır, Ahmet Alınak, Kerem Erkuş, İsmail Erk, Mahut Kaplan, Abdulaziz Bilgi, Cemil Yorgun, Halil Batıbey, İbrahim Ayan, Osman Otun, Sabri Urkmez û Taybet Belge. + +Berdana tohmetbar û girtiyên KCKê piştî wê yekê dest pêkir ku heyama girtina tohmetbaran beriya dayîna biryara dadgehê ji 10 salan daket 5 salan her wiha dadgehên taybet hatin rakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tora Medyayî ya Rûdawê pêkhateya kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî aşkere dike... + +Li gor zaniyariyên ku ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, her pênc partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê yên ku di hilbijartinên havîna par a Parlamentoya Kurdistanê de biser keftine, wê beşdarî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. +Parvekirina wezaretan di navbera her pênc aliyan de bi vî awayî ye: + +Tevgera Gorran: Wezareta Darayî, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: Wezareta Çandiniyê û Wezîrekî Herêmê, + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Rewşenbîrî, Wezareta Avakirinê, Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Tenduristiyê, + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Wezareta ElektIrîkê, Wezareta Karûbarên Civakî û Wezîrê Hemahengiya di navbera Encûmena Wezîran û Parlamentoyê de, + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Wezareta Navxwe, Wezareta Samanên Siruştî, Wezareta Pilandanînê, Wezareta Perwerde û Wezareta Şaredariyê, + +Herwiha Wezareta Dadê dê ji pêkhateya Tirkmanî re be û Wezareta Veguhestin û Gihandinê jî wê ji pêkhateya Aşûrî-Kildanî-Suryanî re be. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê hewl bê dayîn ku Parlamentoya Kurdistanê zû bicive ku serokê wê ji Tevgera Gorran û cîgirê wê ji PDKê be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Bitementirîn kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîrejinek bi navê Şemse Emînî ye ku li navçeya Bane ya parêzgeha Sine dijî. + +Li gorî malpera KurdPa, pîrejina kurd a bi navê Şemse Emînî, ku li gundê Nemeşîrê yê navçeya Bane ya Sine ji dayik bûye, temenê wê 147 sal e ku wek bitementirîn kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn. + +Şemse li ser tenduristiya xwe û temendirêjiya xwe gotiye ku wê her dem xwarinek tendurist û xwemalî xwariye û xwe parastiye. + +Ha zanîn, Şemse Emînî xwedana 5 zarok, 45 nevî, 17 netîce, 7 nevîçirk û 2 nevîre ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî din ê Başûrê Kurdistanê li Sûriyê û di nav komên radîkal ên îslamî de hat kuştin. Malbata wî jî dibêje, kurê wan par berya cejna Remezanê çûbû Sûriyê. + +Birayê xortê başûrî yê bi navê C.A.K ê ku li Sûriyê û di nav komên radîkal de hatiye kuştin, I Rûdawê re axivî û behsa çawaniya çûyîna birayê xwe kir û got, ew li Hewlêrê xwendekarê peymangeha îslamî bû û heta qonaxa pêncem li wir xwendibû û piştî dersê, li mizgeftekê de meletî dikir. + +Li gorî agahiyên birayê wî xortî, birayê wî par beriya cejna Remezanê ji mal derketibû lê nameyek li pey xwe hîştibû û tê de gotibû, ez diçim Sûriyê bo cîhadê. + +Malbata wî xortê Hewlêrî, duh ji aliyê kesekî ve hatin agahdarkirin ku kurê wan ê 18 salî hatiye kuştin. Birayî C.A.K li ser vê yekê got, duh yek ji xortên kurd ên ku niha di nav komên çekdar ên Sûriyê de ye pêwendî bi bavê min kir û jê re got ku birayê min li nêzîkî Helebê hatiye kuştin, helbet destpêkê birîndar bibû paşê jiyana xwe ji dest dabû me jî şîna wî girt. + +Birayê xortê kuştî, da zanîn ku gellek hewl da nehêle birayê wî here Sûriyê lê biser neket çimkî wan ew ";xapandibûn"; û wisa li wan dikin ku êdî qet hizra vegerê nekin. Bi wê yekê wan ditirsînin ku eger vegerên Kurdistanê dê Asayiş lêpirsînê bi wan re bike. + +Yek ji cînarên mala wî xortî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, Asayişê nehîşt ew şîna kurê xwe li mizgeftê bikin ji ber wê jî neçar man li malê merasima şînê saz kirin. + +Lê jêderekî ji Asayşa Hewlêrê ji Rûdawê re got, em qet pêşiya lidarxistina merasima şînê nagirin ji ber ku ev mafekî sade yê her kesî ye û mafê me nîne em vê yekê ji wan bistînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha şoreşê ya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hênceta endamê partiyeke Kurd e, derbarê parêzerê Kurd Mesûd Şemsnijad doz vekir. + +Parêzer Mesûd bi wê yekê tê tometbarkirin ku di rêya têkiliyên xwe yên ligel medyaya biyanî re ";li dijî desthilat û ewlekariya neteweyî tiştên derew belav kiriye û endamê partiyeke Kurd a li dijî komara îslamî ye";. + +Şemsnijad çend caran rastî zext û guvaşan hatiye û herî dawî mafê parêzertiyê jê hat standin. + +Şemsnijad piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî ya li zanîngeha Nazlû ya bajarê Urmiyê, ragihandibû ku ew amade ye parêzertiya dosyeya wê bike, lê piştî çend rojan rayedarên bajarê Ormiyê di nameyekê de ji Şemsnijad re ragihandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar jê hatiye standin û ew nikare parêzertiyê bike. + +Sala borî parêzer Mesûd Şemsnijad ji ber sedemeke nediyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Ormiyê ve hatibû girtin û piştî 34 rojan hatibû berdan. + +Şemsnijad parêzertiya gelek girtiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. + +Berê hatibû ragihandin ku yek ji sedemên girtina Şemsnijad ewe ku ji ber parêzertiya dosyeya wan girtiyan û têkiliya wî bi medyayên dijberî Komara Îslamî ya Îranê re ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê yasayekê ji bo kar û çalakiyên partiyan li Rojavayê Kurdistanê amade dike. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê Kenaan Berekat di daxuyaniyekê de, partî û rêxistinên siyasî û sivîl yên li Rojavayê Kurdistanê agehdar kir ku wezareta wî dê yasayekê ji bo partî û rêxistinên sivîl û siyasî derxîne. + +Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar hatiye kirin ku li benda derketina wê yasayê bin ku wek yasayeke ";hevçerix"; hatiye binavkirin. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê diyar kir ku piştî derketina wê yasayê dê destûr û molet ji bo partiyan bê dayîn. + +Kantona Cizîrê yek ji her sê kantonên rêveberiya xweseriya demokrat e ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + +Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî wê rêveberî û kantonan nebûne û îtîrafê pê nakin. + +Ormiyê (Rûdaw)- Biryar e roja 16ê nîsanê li zanîngeha Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandan were kirin. + +Li gor agahiyên ku navenda bi navê ";Kurmanc"; li zanîngehên Ormiyê belav kirine, wê roja çarşema bê xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bê diyaririn. + +Roja 1ê eha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan Bêntul ya zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin. + +Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû. + +Li gor zaniyariyan, çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn. Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin. + +Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû ";Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû";. + +Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda ";xwe kuştiye";, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe. + +Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ragihand ku asayişa Tirbespiyê di destêka vê heftiyê de 2 hevalên wan li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kudistanê girtin û heta niha ne berdane. + +Endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Asayişa PYDê roja yekşemê 2 hevalên me bi navê Ednan û Xurşîd Îsmalî Remo li Tirbespiyê girtin û piştî ku çend rojan li Tirbespiyê û Qamişlo di zindanê de bûn, niha ew veguhestine zindana bajarê Dêrikê";. + +Îsmaîl diyar kir ku ew nizanin bê her du hevalên wan ji ber çi hatine girtin û got ";Me serdana navenda asayişê li Qamişlo kir, lê wan ti bersiv neda me";. + +Îsmaîl bal kişand ku dibe ku ew her du hevalên wan ji ber rakirina çekên bê ruxset ji aliyê asayişê ve hatibine girtin. + +Ji aliyekî din ve, endamê desteya şopandinê ya TCKê ji Rûdawê re got ku ";asayişa PYDê di 8ê vê mehê de 105 kesên Ereb û 7 kesên Kurd li bajarokê Tirbespiyê girtin û pişt re 107 ji wan berdan";. + +Îsmaîl herwiha got ";Niha ji koma wan 112 kesan bi tenê 5 kesên Kurd li cem asayişê girtî ne û 3 ji wan bi navê Îsa Silêman Xelîl û kurê wî Hemze û herwiha biraziyê wî Sabir Ebdî Xelîl e";. + +Rûdawê telefona asayişa giştî li bajarê Qamişlo kir, lê di bersivê de gotin ku ";ti kesê berpisyar niha li wir nîne û ew nikarin daxuyaniyê bidin";. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qandlê bi rayedarên KCKê re hevdîtin pêk anî, nameya KCKê radestê wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag kir. + +Wekîlê Koma BDPê Îdrîs Balûken û Pervin Bûldan bi boneya bi rêveberên KCKê re hevdîtinê pêk bînin çûn Qendîlê û duh vegeriyan. + +Balûken û Bûldan piştî bi rayedarên KCKê re hevdîtin pêk anîn nameya ku ji 5 rûpelan pêk dihat wergirtin. + +Endamên şanda BDP û HDPê ku di nav de Perwîn Bûldan Îdrîs Balûken û Cîgirê hevserokê giştî Sirri Sureya Onder heye, bi wezîrê dadê Bekir Bozdag re hevdîtin pêk anîn. + +Îdrîs Balûken ji DÎHAyê re got ku wan nameya KCKê ya ji bo Ocalan hatiye nivîsandin radestê wezîrê dadê kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, 3 xort di nav çemê seyrangeha şêx Torab de xeniqîn. +Berdevkê polîsê parêzgeha Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, bîstekê beriya niha em hatin agahdaririn ku 3 xort li nav ava şêx Torab de xeniqîne. +Şahidekî bûyerê jî ji Rûdawê re got, ew her sê xort li taxa Arî ya bajarê Hewlêrê dijîn û navên wan jî wiha ye: A.M.S sala 1995 ji dayik bûye, R.N.Z sala 1997 ji dayik bûye û M.K.I sala 1998 ji dayik bûye û dema xwestine di nav avê de melewaniyê bikin, xeniqîne. +Li gorî wî şahidî, ew sê xot û hinek hevalên xwe îro danê sibê çûbûn seyranê û ew cihê ku ew xort tê de xeniqîne navê wê Kaniya Cinetê li seyrangeha şêx Torab. +Întro:Piştî Parlementoya Tirkiyê ji betlaneyê derket rewşenbîr li bendê ne ku pêvajoya aştiyê +vegere muzakereyan û gavên ber bi çav werin avêtin +VT +Ji ser pêvajoya aştî û çareseriyê saleke zêdetir derbas bû. Her çiqas hin deman de giran +bimeşe jî êdî di nava fêhma xelkê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de wekî mijareke rewa hate +rûniştin. Ji bo ku pêvajo bi awayeke fermî were meşandin jî pêdiviya rêkûpêk kirinên yasayî û +muzakereyan jî heye. Ocalan di nameya xwe ya Newrozê de jî li ser girîngiya yasayî û +muzakereyan sekinî bû. Pispor jî ji bo dahatûya pêvajoyê muzakere û yasayan girîng dibînin. + +Soundby:Huseyîn Şeyhanlioglû-Pisporê Siyasetê-Akademisyên- Bi qenaeta min AKP wê vî +işi dane ser muzakereyek saxlem, qanuna MÎT jî hate Meclîsê ya diduyan vî hesabî AKP gerek +anayasa çêbike. +Pêvajoya aştî û çareseriyê ne tenê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê eleqeder dike di heman demê +de bala hemû hêzên navnetewî dikişîne û yên ku ji pêvajoyê ne razî jî hene ji ber vê yekê jî +pispor dibêjin pêwîste ku gav zû werin avêtin. + +Mehmet Alkiş: Lêkolîner-Akademîsyên-Ne kurd ne tirk ne dewlet ne PKK nikarın ji vê +prosesê vegerin lê bi çi şeklî dewam bike ne diyar e. Lê belê ez zanim saziyek dikare were +avakirin. Bêçek kirina PKK'ê jî dê were rojeve û muzakere jî pekan e. +Pispor dibêjin eger Ak Partî dixwaze ku di hilbijartinên serokkomariyê ya di tebaxê de pê +were piştgiriya kurdan bistîne pêwîste ku gavên bi dilê wan bavêje. +Natural Voice +Standup: Mahîr Yuksel / Rûdaw/ Amed + +Amed (Rûdaw) - Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê (KURDSÎAD) bi daxwaznameyekê damezrandina xwe ji bo Walîtiya Amedê ragihandi bû lê ji aliyê daxwazî ji aliyê walîtiyê ve hate red kirin. + +Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê ji bo ku dest bi xebatên xwe bike bi awayeke fermî daxwaznameya xwe dabû Walîtiya Amedê. Ev daxwazname ji aliyê walîtiyê ve hate nirxandin û bi hêceta ku li dijî Destûra Tirkiyê ye nehate qebûl kirin. + +Li ser vê yekê, Komeleya Mazlûman a Amedê (Mazlum-Der) bi daxuyaniyekê ev biryar şermezar kir. Rêveberê Komeleyê Reha Ruhavîoglu diyar kir ku mafê ti kes û dewletan tine ye biryareke bi vî rengî bide û wiha got: Em wek Komeleya Pişgirî Bo Mazlûman zanin pirsgirêk ne navê Kurdistanê ye pisrgirek yek tîp kirina gel û mirovan bindest kirina maf û edaleta xwezayî û gerdûni ye ji ber vê yekê çawa bi navê miletên din komele hatine avakirin û ji wan re serbest û hiqûqiye eynî maf ji kurdan re jî rewa ye. + +Damezrênerên Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê jî li dijî vê biryarê bertek nîşan dan û gotin, ev mafê wan yê mirovî ye. Ewê ti carî ji rêya xwe venegerin. + +Yek ji damezirênerên KURDSÎADê bi navê Îmam Taşciger got: Emê bi vî navî xebata xwe bibin serî û em dixwazin navê Kurdistanê were qebûlkirin. + +Li gorî qanûnên Tirkiyê, bikaranîna peyva Kurdistanê tê wateya pereçkirina dewleta Tirkiyê û wek sûcekî giran tê hesibandin. + +سهرۆکوهزیرێ ترکیێ ڕهجهب تایب ئهردۆگان پشتی پرانیا ئهنجامێن هلبژارتنا شارهداریێ دهرکهتن، دیار کر کو، ئهندامێن جهمائاتێ پشتی ئهنجامێن هلبژارتنێ دیتن، ئێدی پێل ب پێل ژ ترکیێ درهڤن، گهلهک ڕهڤیان و یێن مایی ژی ل ڕیا ڕهڤێ دگهرن، لێ ئهوێ ههموو ڕێخستنێن وان د ناڤ ههموو سازی و دهزگههێن دهولهتێ تێک ببه. +ل گۆر ئاگاهیێن مهدیا ترکیێ فهتهولا گولهن ڕێنمایهک ڕێکریه ژ ههموو ئهندامێن جهمائاتێ ڕه، چ کارساز،ئوو چ ژی بازرگان، و ژ وان خوهستیه کو پهره و سهرمایێن خوه دهرخینن دهرڤهیی ترکیێ، ژ بهر کو ئهردۆگان وێ ئۆپهرهسیۆنان ل دژی وان لدار بخه و ههموو تشت تێخه بن کۆنترۆلا هکوومهتێ ده. +هات ڕاگهاندن کو گرۆپ کۆمپانیێن کۆزا ئالتن یا کو د دهرخستن و چێکرنا زێران ده کار دکه، و خوهدیێ وێ ئاکıن ئیپهکه کو سهر ب جهمائاتێ ڤه تێ ناسکرن، بهری هلبژارتنێ ب دهمهکی کورت سهرمایێن خوه ژ سهدی ۷۰ کێم کر، و پشتره پهرهیێن خوه ڤهگوهازت بانکایێن ڕۆژاڤا، و ههروها ناڤهندا شیرکهتێ ژی ڤهگوهازت و ب ناڤێ کۆزا و ب سهرمایا ۷۰ ملیۆن سترلینی ل لۆندۆن پهیتهختا ئینگیلتهرایێ ده ڤهکر، و پرانیا شیرکهتێن پێڤه گرێدایی ژی ڤهگوهازتن ئافریقیا ،ئهمهریکا، کانادا و ئینگیلتهرێ. +ههروهها ئهندام و کارسازێن جهمائاتێ ژی پشتی ئۆپهرهسیۆنا ۱۷ کانوونێ یا ل دژی هکوومهتێ کو پهرهیێن خوه ڤهدگوهازتن بانکا ئاسیابانک یا ترکیێ، ئێدی پشتی هلبژارتنێ و سهرکهفتنا ئاکهپێ، پهرهیێن خوه ڤهدگوهێزن بانکێن دهولهتا قهتهرێ. +ل گۆر گهلهک چاڤدێران ئهندامێن جهمائاتێ، د ڕیا شیرکهتا پهگاسوس یا کارووبارێن ئهزمانی و بالهفران، دچن دهرڤهیی ترکیێ، و دهستپێکێ دچن وان وهلاتێن وهکو بولگارستان، بۆسنههرسێک و ئازاربیجان کو ڤیزهیا ترکیێ ژێره پێویست ناکه، و ژ وێدهرێ ژی دچن وهلاتێن ڕۆژاڤا و ئهمهریکایێ. +ڕایهدارێن هکوومهتا ئاکهپێ دبێژن، پێویسته ڕۆژهک بهرێ ئۆپهرهسیۆنێن مهزن ل دژی ئهندامێن جهمائاتا فهتهولا گولهن بێ کرن، ژ بهر کو پرانیا کهسێن وان یێن کارساز، بازرگان، سیاسهتمهدار، ئهندامێن ڕێخستن یێن د ناڤ دهولهتێ ده درهڤن، یێ کو نکاره برهڤه ژی ژ نها ده ههموو ئیسبات و دهلیلان خراب دکن و تێک دبن، و ئهگهر ئهو ئۆپهرهسیۆن دهرهنگ بمینن وێ هکوومهتێ نکاربه، ڕێخستنێن وان د ناڤ سازی و دهزگههێن دهولهتێ ده ئاشکهره بکه و تێک بده، و وێ ئهو دهولهتا د ناڤ دهولهتێ ده بمینه، دبه کو نها خوه ڤهشیرن، لێ وێ د دهمێ بێ خوهستن ده، دیسا ب ههموو هێزێن خوه دهرکهڤن مهیدانێ. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê avêt stûyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û got, dujmin dixwazin me perçe bikin. Mulim her wihia îdia kir k Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) jî ";bi zorê"; hatiye avakirin. +Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser mijara kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji DÎHA’yê re axivî. + +Li ser helwesta PYD’ê ya derbarê kolandina xendeqan Salih Muslim wiha got: ";Helwesta me wekî ya tevayî gelê Kurdistanê ye û hemû jî bi vê yekê ne keyfxweş in. Belkî dujmin dixwaze me ji hev parçe bike, lê em hêvîdar in ku ev tişt çênebin. Kesê ku şaşitiyan bike, gel wan efû nake û divê rêzê li gel û vîna gelê Kurdistanê re bigirin."; +Salih Muslim, kolandina xendeqan avêt stûyê PDKê û got, me dixwest rewş wiha nebe ji ber ku me yekitiya gel dixwest lê birastî ez ti wateyê nadim van êrişên PDKê yên li dijî gelê me li Rojava, çimkî kolandina xendeqan karekî rast nîne û divê PDK pişta gelê Rojava bigire. + +Hevserokê PYD'ê da zanîn ku heta niha gelê Başûr li hemberî kolandina xendeqan helwesta xwe nîşan nedaye û wiha pêde çû: "Heta niha gelê me yê li başûr helwesta xwe li hemberî vê yekê nîşan nedaye. Dibe ku hinek partiyan dengê xwe derxistibin, ger PDK bi vî awayî di êrişên xwe yên li hemberî Rojava de berdewam bike; divê gelê başûr li hember vê, dengê xwe bilind bike. Pêwîste dest ji vê yekê were berdan." + +Salih Muslim li ser avabûna Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) de jî wiha got: "Ev partî pir bi zorê hat avakirin û bi weşandina dolaran hatiye avakirin. Ango tiştek di bin vê yekê de heye, ev jî nêzîkatiyekî şaş e. Em dixwazin gelê me bi hev re û bi yekitiyekî xurt li hemberî neyarên xwe rawestin, nekû bi dolaran û fermanan bibin yek. Yekîtiya ku heta niha çêbûyî, tiştên wiha di nav de tine ne. Lê ev ji gel dûr ketine û ne di xema gel de ne. Gelê Rojava dîroka xwe ji nû ve dinivîsîne û ew jî ji vê yekê dûr in. Dixwazin keda gel bidizin an jî dixwazin xwedî li tiştekê derbikevin ku neyê wan be." + +Muslim bang li PDK-S'ê kir û wiha got: "Pêşniyara min ji wan re ew e ku ligel gelê xwe yek bin û xwe nêzîkî gel bikin. Mirov bi helwesta wan nagihe ti cihekê. Ango bi pere, dolar û çekên xwe fermanên xwe li ser gel ferz bike. Li Rojava sîstemek tê avakirin û me dixwest ew jî parçeyek ji wê sîstemê bin. Di nava wê sîstemê de partî û azadî jî heye. Yasayên kantonan tên avakirin, her kes dikare bi ciwanî nêrînên xwe bîne ziman. Pêşiya wan jî nehatiye girtin û em hêvîdar in ew jî para xwe ji demokrasiya li Rojava heye bigirin." + +Hevserokê PYD'ê bal kişand ser armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û got: "Başûrê Kurdistanê welatê me ye. Em ji bo hinek hevdîtinan hatin û me serdana xebatkarên xwe yên li vir jî kir. Karê me li çi cihekî welatê me hebe, emê biçin." + +Derbarê hevdîtinên ligel Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yên li Silêmaniyê jî Salih Mûslim ev agahdarî dan: "Hevdîtinên me yên ligel YNK'ê dostanî bûn. Me li ser rewşa ku gelê me di nav re derbas dibe, nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Em bi her awayî jî piştgiriyê dixwazin. Di qada navneteweyî de ezmûnên YNK'ê hene û ji yên PYD'ê zêdetir in. Ji bo em bikarin sûdê ji ezmûnên wan jî wergirin. Nêrînên wan jî di vê çarçoveyê de bûn." + +Li ser pirsa 'Di wan hevdîtinan de YNK'ê ti helwestek li ser kolandina xendeqan nîşan neda?' hevserokê PYD'ê wiha got: "Me li ser vê mijarê neaxivî. Lê helwestên YNK, Tevgera Goran û PÇDK'ê li dijî vê yekê ne. Ez di wê baweriyê de me hinek çalakiyan bi hev re organize dikin." + +Hevserokê PYD'ê Salih Mûslim li ser pirsa 'Ti hevdîtinên we ligel PDK an jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çênabin?' wiha got: "Ti hevdîtinên me çênebûne. Di bernameya me de tine ye em hevdîtinek wiha çêkin." + + +Pîranşar (Rûdaw) – Malbatên zarokên mexdûr ên şewata dibistanê ya gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê ji Wezîrê Perwerde yê Îranê dixwazin bixwe li pey pirsgirêkên wan biçe. +Du sal bi ser bûyera şewata dibistana seretayî ya keçan li gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha zarokên ku di bûyerê de şewitîbûn, ne bi tevahî hatine dermankirin û ne jî hatine qerebûkirin, ev jî bûye sebeba nerazîbûn û xemgîniya malbat û zarokan. +Malbatên zarokên mexdûr gilî û gazinde ji rayedarên wezareta perwerde ya Îranê dikin û dibêjin, wezareta perwerdê guh nade zarokên wan û pirsgirêk û mafên wan ji ber wê jî divê wezîrê perwerdê bixwe li pey van arîşeyan here. +Wezîrê berê yê perwerdeya Îranê Hemîdriza Hacî Babayî, soz dabû ku hemû pêdiviyên zarokên mexdûr ên gundê Şînawê dabîn bike lê li gorî agahiyên bavê yek ji wan keçên mexdûr, ji ber zarokên mexdûr keç in bi tevahî nayên qerebûkirin. +Li gorî agahiyên wî, divê Bîmeya Îranê 345 milyon tûmen (nêzîkî 120 hezar dolar) bide wan zarokan lê ji wan re gotine ku ew pere bûye 136 milyon tûmen (nêzîkî 50 hezar dolar). +Li gorî agahiyên malbatan, wan di nameyekê de nerazîbûna xwe ji vê yekê ji wezîr re şandine lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn. +Bavê keçek din da zanîn, pijîşk naxwazin zarokên wan neştergerî bikin. +Nûnerê Pîranşarê li Parlamentoya Îranê Resûl Xizrî, da zanîn, pişka qerebû ya zarokên mexdûr ên Şînawê li nav hesabê wan ên bankê de ye lê heta temenê wan nebe 18 sal nikarin wî pereyî werbigrin û diyar kir ku heta niha zêdetirî 21 milyar tûmen bûye xercên dermankirina wan zarokan. +Roja 5ê Kanûna 2012an li gundê Şînawê yê girêdayî Pîranşarê, di encama teqîna sobeya dibistana keçan de, 2 zarokên keç mirin û 29 keç jî birîndar bûn. + +Qoser (Rûdaw) - Hevşaredarê navçeya Qoserê ya Mêrdînê Îsmail Asî, li odeya xwe ya kar a şaredariyê rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû. +Îro Hevşaredarê Qoserê Îsmîl Asî li odeya xwe ya kar a Şaredariya ji aliyê du kesan ve rastî êrîşa çekdarî hat. +Li gor agahiyan, du kesên ku bi armanca ziyaretê çûbûn şaredariyê ketine odeya Asî û bi çekan êrîş kirine, di encama êrîşê de Asî, ji her du lingên xwe birîndar bû. + +Yek ji êrîşkaran ku ji aliyê gel ve hat girtin, ê din reviya. Polîsên ku hatin cihê bûyerê êrîşkarê ji aliyê gel ve hat girtin birin Asayişa Qoserê. + +Piştî bûyer gellek kes li ber avahiya şaredariyê kom bû. + + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Bismilê ya Amedê keçeke 14 salî rastî destdirêjiyê hat, ji ber vê yekê 9 kes hatin girtin. +keça 14 salî ya bi navê B.V. a xwendekara Dibistana Tepe Bucagi ya bajaroka Tepe ya Bismilê rastî destdirêjiyê hat. +Li gor agahiyan, B.V. ku pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn, piştî ku malbatê ew birin cem doktorê derûnî anî ziman ku rastî destdirêjiyê hatiye. +Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 19 xwendekarên ku navê wan di bûyerê de derbas dibin, hatin desteserkirin. +Xwendekarên ku li Fermandariya Qereqola Tepe û Bismil îfadeya wan hat wergirtin, sewqî Dozgeriya Bismilê hatin kirin. +Li dozgeriyê 10 zarok hatin berdan û 9 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Zarokan a Amedê hatin kirin. + +Hat ragihandin ku zaroka k rastî destdirêjiyê hatiye û dayika wê jî desteser kirine. + +bûhara îsal buhark momeîz ji buharin buhurî ku şînkayek xweş û rewşa sehayê ya normal bi ser milet de hatye û ew ji alyê xweve karê xwe dikin û dest bi seyrana kirne û li ser wê şînkayê kol û derdin xwe ji bîrdikin û bihna xwe derdixînn +buhara erebî ya ku di sala 2011 dest pê kir weko navek li şoreşê li dijî hiêomatê diktator lê li ser suryê buharek eşk bu têde bi sedê hezara kuçberbon û bi dehê hezara jiyana xwe ji dest dan û weko wan bê mal man û milet xweşbona buharî ji bîr kirin ta ku helkeftinan pê bikin +di piştî şoreşa surî û kirîza surî ya ku li ser milet de derbasbo ti derfet nedaye vî miletî û buharî bibîne û kêf xweşbibe bi buharê +bi nêzî 14 sal buhark bi vî rengî li ser rojava nehatye bi sedema kêmbona barana ku şînkayek xweş û gulin geş erdê di xemilînn +em ji bo zarokê xwe derketinn ev buhara xweş ji destê me derketinn her sal em derdiketin mentîqê dor endîwar kef hebo best hebo yanî em ji bo kêfê di çon +welatyên kurd yê bajarê amûdê dest bi seyrana kirin û sozan didin ku her în dakevin van çola û rewşa xwe xweşbikin û bihna xwe li ser vê şînkayê derxînn +em derketine buharî ji ber buhara cezîrê pir xweşe ez ji turkyê hatime ji ber buhara me pir xweşe û enşala her sala em derkevin û xwedê ferecê li ser miletê me teva bike +buhara xweş buhara reş buhara xwnav dibare em hatine buharî û ew xwnav em bihêvîne wê bi ser mede bê û xweşî bi ser mede bîne +demsala buharî demek xweş ji salê ku rewşa sehayê nurmal dibe ne germ û ne cemdî û dirêj bona şînkayê dighê astekê baş û bihna ba û nerîna wê şînkayê dibe weko derman li ser sîkolojya mirovan + + +Pîşesaziya petrolê li navçeya Rimêlanê li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ber bi rawestana bi tevayî diçe. Çend rafîner hatin dirustkirin, lê berhemên wan rafîneran bi zehmetî daxwaza hundirû tijî dikin, lewma niha niştecihên vê navçeyê berê xwe dane alternatîveke din. +Melkê Henna Xiristiyanekî sûrî ye, berpirsê deranîna petrolê ye li navçeya Rimêlan a dewlemend bi petrolê. Niha ew zeviyên petrolê di bin kontrola hikûmeta otonom ya kurdî de ne, bi navê hikûmeta Kantona Cizîrê, ku ji aliyê PYDya ser bi PKKê ve hatiye damezirandin. +Tevî ku Henna û hemû karmendên din li gor biryar û raspardeyên berpirsên Kantona Cizîrê tevdigerin, lê hêj mûçeyên xwe ji Şamê werdigirin. Henna dibêje: "Pêwîstiya me bi kesên şareza heye heta vê derê birêvebibin." +Berê, berî ku boriyên petrolê bi sedema şer û pevçûnê têk herin, petrola Rimêlan bo rafînerên Hims û Banyasê dihate şandin. Lê niha enbarên petrolê li Cizîrê demeke dûr û dirêj tijî mane. Henna herwiha ji Rûdawê re got: "Yek ji kêşeyan ewe ku dema alavên me dişikin, em nikarin wan çak bikin. Ev jî ji ber ku em nikarin ti parçeyekî yedeg peyda bikin." +Ji tevaya 1350 bîrên petrolê ku li navçeya Rimêlanê hene, niha tenê 30 ji wan bîran kar dikin û petrol jê tê derxistin. Beriya şer karîna berhemanîna rojane ji van bîrên petrolê 180 hezar bermîl petrol bû, lê heta niha êdî asta berhemanînê heta 10 hezar bermîl di rojekê de daketiye. +Petrolê bi kelandinê rafîner dikin +Li navçeya Rimêlanê û li gundên erebnişîn yên weke gundê Girhok û Elî Axa, petrol bi rêyeke din tê rafînerkirin. Li wê derê karker bermîla petrolê datînin ser agir û petrola xav germ dikin, heta tûyekî gaz û benzînê bi ser dikeve û piştre dikin deboyê yan şûşeyên plastîkî. +Bandoreke xirab a vî awayê berhemanîna petrolê li ser jîngeh û tendirustiya karkeran heye. Karker bi dirêjiya rojê keldûman û hilma petrolê dikişînin. Ji bilî paçekî ku li dora devê xwe datînin, ti awayekî din ê xweparastinê bikarnayînin. Ev ji bilî ku her demjimêrê metirsiya wê yekê heye ku bermîl biteqin. + + +Dihok (Rûdaw)- Kampa Domîz ku di sala 2011an de bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, ew kamp dikeve sînorê parêzgeha Dihokê, niha jî rêveberiya kampê birayr daye ku hejmarek ji penaberan ji nav kampê derxe û wan veguheze kampeke din, bi hênceta zêdebûna hejmara penaberan di nava kampê de. + +Li gor gotinên rêveberiya kampê, niha bêtir ji 100 hezar penaberî di nava Kampa Domîzê de dijîn, rêveberiya kampê jî birayr daye 400 penaberî bo Kampa Gwêlan veguheze, lê ew penaber nerazîbûna xwe li himberê vê birayrê tînin ziman. + +Hin ji wan penaberan ev du sal bûn ku li nava kampê dijiyan bêyî ku mora sor li ser foramên wan bê lêdan, lê piştî ku jiyana hevjîniyê pêk anîn rêveberiya kampê formên wan bi mora sor, mor kirin. + +Rêveberê Kampa Domîzê diyar dike ku ji destpêkê de her yek ji penaberan soznameyek îmze kirine ku her dema pêwîst bû dê ji kampê bên veguhestin, di nav wan de 60 bûk û zava jî hene. + +L i gorî biryara rêveberiya Kampa Domîzê, her kesê ku piştî meha Tebaxê par hatine nava kampê, dê bo Kampûa Gwêlanê bên veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de divê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û got, eger pêwîst bike emê bibin navbeyinkar jî. + +Tora înglîzî ya BBC bi Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevpeyvînek encam da. Di hevpeyvînê de ku Felah Mistefa wek ";wezîrê derve"; hatiye nasandin, Mistefa li ser rewşa pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyên girîng da. + +";Wezîrê Derve"; yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê gerlayên PKKê yên li Qendîlê dakevin û kêşeya hebûna PKKê were çareserkirin çimkî li cihê ku aştî hebe nabe çek hebe. + +Felah Mistefa anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştevaniya pêvajoya aştiyê kiriye û di wê baweriyê de ye ku bi çêbûna aştiyê herêm dê aram û bi ewle bibe. + +Li gorî Mistefa, divê her du aliyên pirsa kurd li Tirkiyê bi sebr tevbigerin û tiştên ku îmkana pêkanîna wan tine, neyên xwestin û gotin, çimkî pirsa kurd dê bi têgihîştina rêber û rayedarên her du aliyan were çareserkirin. + +Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê derheqê navbeyinkariya Herêma Kurdistanê di berdana çekan ji aliyê PKKê de jî ragihand, hikûmeta Tirkiyê baştir dizane dê çi bike û heta ev pêvajo bidome dê baştir bizane ka çi pêwîst e û wiha got: ";Eger ji me tiştek were xwestin û ji bo çêbûna aştiyê di navbera birayên kurd û tirk de çi pêwîst be em amade ne."; + +Felah Mistefa destnîşan kir ku derxistina lêborîna giştî li Tirkiyê zerûrî ye ji ber ku divê mirovên han derbasî nav siyasetê bibin û divê deriyek ji wan re were vekirin, bi vî awayî pêwendî dê ber bi normalbûnê ve biçin. + +Li gorî BBC, di mijara rêveberiya demkî ya li Rojavayê Kurdistanê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî Enqerê ye, ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rêveberiya xweser a ku li Rojava ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, rexne kiribû, herî dawî jî li ser sînorê Rojava xendeq tê kolandin û ev jî bûye sedema nerazîbûnê. + +";Wezîrê Derve"; yê Herêma Kurdistanê li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr got, ew xendeq ji bo astengkirina çekdarên komên radîkal ên mîna DAIŞ, El Nusra û El Qaîde her wiha qaçaxçiyan tê lêdan. + +Felah Mistefa da zanîn ku deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr ji alîkariyên mirovî re vekirî ye û wiha axivî: ";Her çiqas nakokiyên me bi PYDê re hebin jî lê dîsa em sînor bi ser mirovên xwe yên li Sûriyê de nagirin."; + +Mistefa rexne li PYDê girt û got PYDê li Rojava siyaseta xistiye bin kontrola xwe û mafê axaftinê nade yên din. Em dixwazin hemû kurd bên ba hev û bi hev re kar bikin."; + +Berpirsê Pêwendiyên Derve li ser beşên din ên Kurdistanê jî got, me li Kurdistana Iraqê ji bo bidestxistina armanc û hêviyên xwe, Iraqa federal hilbijartiye û divê kurdên din jî bi hikûmeta navendî ya welatên ku tê de dijîn, li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe li hev bikin. + +Li ser dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê jî Felah Mistefa got, hedefa me ya dewleta kurdî her heye û di cihê xwe de ye lê ya girîng dem û çawaniya avakirina wê ye lê vê gavê ev tişt ne di rojevê de ye. + +Di bersiva vê pirsê de ku gelo niyeta we heye bi kurdên Sûriyê re dewletek kurdî ava bikin? jî Mistefa wiha got: ";Niyeteke me ya wisa nîne. Ez derbarê kurdên Iraqê diaxifim. Kurdên Sûriyê divê li nav Sûriyê û bi hêzên opozîsyona wî welatî re biryar bidin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) êrîşî gundên Kurdan li devera Babê li Bakurê rojhilatê Helebê li ser sînorê Tirkiyê kirin. + +Çalakvan Kurd Zana el-Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî kontrolkirina gundê Şidûdê li devera Babê, DAÎŞê 200 çekdar û 3 tank ji devera Babê derbasî nav gund kirin. + +El-Kurdî da zanîn ku çekdarên DAÎŞê rê nadin gundiyan ku li gundê xwe vegerin, herwha ji kesên li gund mane jî dixwaze ku gund bi cî bihêlin ji ber ku ew weke devereke leşkerî ragihandine. + +El-Kurdî aşkere kir ku DAÎŞê bi çekên giran derdora gundê Şidûdê topbaran dike û gefê li gundên Kurd ên wek Ebla, Til Nane, Diwêr el-Hewa û Til Cîcanê jî dixwe. + +Derbarê hêzên leşkerî yên Kurd de, çalakvanê Kurd tekez kir ku ti hêzên Kurd ên serbixwe bi rastî li deverê tine ne û tenê hinek şervanên Kurd di nava Artêşa Azad de şer dikin. + +Çalakvanê Kurd diyar kir ku DAÎŞ dixwaze ji devera Babê êrîşî Bajarê Ezazê yê sînorî bike û Cebhet el-Nusra, Artêşa Azad û Ceyiş el-Mucahidîn odeyeke operasyonên hevbeş bi navê Ehil el-Şam ava kirine û şer li dijî DAÎŞê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana aliyên Aşûrî û Kildanî kir. + +Nêçîrvan Barzanî îro sibehê gihişte avahiya komeleya rewşenbîrî ya kildanî li bajarokê Enkawe yê ser bi Hewlêrê ve û ligel aliyên Kildan û Aşûrî civiya. + +Di civînê de wê her du alî derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmetê de de gotûbêjan bikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmena gel a kildanî û aşûrî wê posta aliyên aşûrî di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigire. + +Hewlê (Rûdaw)- Îro dora saet 11.55 deqe bi dema Hewlêrê, erdhejek li bajarê Silêmaniyê û derdora wê pêkhat bê ku ti ziyanên wê yên canî û madî hebin. + +Rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê li Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku erdhej bi dûriya 15 km li navenda erdheja bajarê Silêmaniyê pêk hat. + +Îbrahîm diyar kir ku erdhej bi tundiya 3.3 li ser pîvera Rexterê bû û ti ziyaneke wê nebû û xelk jî pê nehesiya. + +Duh înê jî erdhejek li bajarê Silêmaniyê pêkhat û li gor rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê ti ziyaneke wê nebû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzgarê bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Eyiyob Tepe ragihand ku gumanbarê doza kuştina zarokê 9 salî Mert Aydin ji hemwelatiyên Qersê ye. + +Tepe di kongreyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku gumanbarê ku bi tometa kuştina Mert Aydin hatiye girtin, navê wî Aykut Bale û jidaîkbûna bajarê Qersê 1991e û herçend ne xizmê malbata Mert Aydine, lê ji nasên wan e. + +Parêzgarê Qersê destnîşan kir ku ew kes berê ji bo mijarên diziyê hatibû girtin. + +Mert Aydin roja 7 nîsanê ji mal derketibû û wendabûbû û roja 8ê nîsanê kuştî hat dîtin, lê li gor raporta lêkolîna bijîîşkiya dadweriyê, destdirêjî li Mert hatiye kirin û pişt re ew hatiye kuştin. + +Amed (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya Amedê û hevseroka BDPê Gultan Kişanak ragihand ku pêwsîte hikûmeta Tirkiyê ji hemû dahatên aborî û enerjiya Amedê û bi taybetî ji petrolê, bide desthilatên herêmî û şaredariya Amedê. + +Kişanak di hevpeyvîne xwe bi çapemeniyê re diyar kir ku ew xweseriya ku di hilbijartinê de behs dikirin ji sala 2007an de projeya wê amade kirine û bi raya giştî re par vekirine û nêzîkî sîstema kontonên Rojavayê Kurdistanê ye. + +Gultan Kişanan destnîşan kir ku wan di şaredariyê de niha komîteyên têkildarî rêvebirna karên, aborî, ziman, perwerde, çand û xizmetguzariyê ava dikin û di demeke nêzîk de wê têkevin pratîkê. + +Hevseroka şaredariya Amedê herwiha got ku eger hikûmet derfetê bide wan, ewê di pratîkê de piştgiriya herî baş ji pêvajoya aştî û çareseriyê re bikin. + +Gultan Kişanak di hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê de bû hevseroka şaredariya Amedê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji roja pêncşemê de deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Rojava de girtiye û kes nikare derbas bibe, rêvberê deriyê Sêmalka jî dibêje ku vekirine derî bi rawestandina karên kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojava ve girêdayî ye. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê kantona Cizîrê de ye, ji roja pêncşemê saet 1ê piştî nîvro de derî ji aliyê xwe ve girtiye, lê aliyê Başûr derî her vekiriye û nayê girtin. + +Bi gotina Berbuharî, zêdetirî 100 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li bendê ne derbasî Rojava bibin, lê rêveberên derî li aliyê din rê nadin kes derbas bibe. + +Derbarê vê pirsê de rêveberê deriyê Sêmalka li aliyê Rojava Mistefa Ebdilezîz ji Rûdawê re got ku ";wan ti biryarek nedaye ku derî bê girtin, lê karmendên ku di rêveberiyê de kar dikin, ji roja pêncşemê piştî nîvro de ketine girevê û kar nakin";. + +Ebdilezîz diyar kir ku ";gireva karmendên rêveberiya heta ku kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê berewam be";. + +Xendeqa ku karmendên rêveberiyê ji ber wê ketine girevê, ev çend rojin li aliyê Başûr tê kolandin û tevî ku berpirsên Başûrê Kurdistanê tekîd dikin ku armanca xendeqê ewe ku ";rê li ber derbasbûna qaçaxçî û terorîstan bê girtin";, lê berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku niha li Rojava desthilatdar e, dibêjin ";ew xendeq ji bo perçekirinê ye";. Alîgirên wê partiyê jî ev çend rojin xwpêşandanan li ser sînor li dijî kolandina xendeqê li dar dixin. + +Rêveberê deriyê Sêmalka tekîd dike ku vekirina derî bi rawestandina kolandina wê xendeqê ve girêdayî ye û heta ev yek pêk neyê karmendên rêveberiyê gireva xwe bi dawî nayênin û karên xwe jî wê destpê nekin. +Deriyê Sêmalka ku di sibata 2012an de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin, di destpêka de ji aliyê komîteyên hevbeş yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve dihat birêvebirin, lê piştî ragihandina xweseriya demokratîk û avakirina hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve, derî ket bin rêvberiya kantonê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Kurd ê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradost Azîzî ku ev heftiyeke di zindaneke bajarê Silêmaniyê de girtiye, wê sibê yekşemê li pêşberê dadgehê amade bibe. + +Rojnamevan Biradost Azîzî ji nav zindana girtin û veguhestinê ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku biryar e sibê yekşemê li pêşberê dadgehê amade bibe. + +Biradost ku ev nêzîkî sal û nîvê ye li ser tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)"; doz li dijî wî hatibû vekirin, niha bi doza ku ";di sala 2004an de bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û bê îqame ye"; tê dadgehkirin. + +Rjnamevan Biradost Azîzî diyar kir ku ew jî wek bi sedan hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna belgeyên fermî li Sûriyê, bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. + +Biradost Azîzî ku nêzîkî 4 salan li zanîngeha Silêmaniyê dixwend, ev nêzîkî 2 salan e li bajarê Hewlêrê dijî û ji ber vê yekê xwestiye ku doza wî ya nebûna îqameyê ji Silêmaniyê bo Hewlêrê bê veguhestin. + +Rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî got ku ";biryar e sibê yekşemê ew û doza wî bo Hewlêrê bên veguhestin";. + + +Amed (Rûdaw) – Gundiyên gundê Fîdela yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, dibêjin, ev 40 sal in li gundê wan petrol tê derxistin, ne tenê jê sûdmend nabin belkî ev 40 sal in jiyana li ber wan kiriye jehir. + +Yek ji xalên hevbeş yên hemû beşên Kurdistanê ew e ku dewlemendiyên sererd û binerdên Kurdistanê ne tenê nebûne çavkaniyê xêr û bereketê lê bûne sedema bindestî û zilma li dijî kurdan jî. + +Ev rewş li Bakûrê Kurdistanê û li gundê Fîdela yê Sûra Amedê jî bi şêwazekî didome. Çimkî li gundê Fîdelayê ev 40 sal in dewleta Tirkiyê bîrên bi navê Katîn, Barbeş, Kurkan û Pianko û gellek bîrên din lê daye û firotiye şîrketên biyanî. + +Petrola van bîran li devera bi navê Pirinçlikê tê imbarkirin û bo bajarên Îskenderûn û Hatayê li Rojavayê Tirkiyê tên şandin û ji wir jî bo derve tê hinartin. + +Gundiyên gundê Fîdela dibêjin, dema bîra petrolê li gundê wan hat lêdan erd û zeviyên wan hat dagîrkirin û heta niha gellek zirar dîtine. + +Li herêmê, yekemîn bîra petrolê sala 1960 ji aliyê şîrketa bi naê Shell ve hat lêdan lê sala 1995 şîrketa Shll ew bîr radestî şîrketa bi navê Perenco kir û ji Tirkiyê derket. + +Gundiyê bi naê Mihemed Çetînkaya li ser rewşê axivî û diyar kir, ew ji ber petrol û bîrên petrolê neçar dimînin pez û dewarên xwe dibin deverên din diçêrînin û av didin ji ber ku gundê wan ji ber petrolê êdî kêr nayê û ajelên wan pê jehrî dibin û telef dibin û wiha got: ";Li ber çavên me mafên me yên herî pîroz binpê dikin û xaka me dagîr dikin."; + +Gundiyê bi navê Fexredîn Aksoy jî got, li dijî wan şîrketan doz vekirine lê ti encamek nedaye û da zanîn, li hember vê zirara mezin dixwazin li hember her donum erd tenê 70 lîre (nêzîkî 40 dolar) bidin, di demekî de ku gellek zirar li me ketiye. + +Gundiyên Fîdela dibêjin, heta niha gellek caran ji ber vê yekê li Serdozgeriya Amedê li dijî wan şîrketan doz vekirine lê ligel ku di raporê de serdozgeriyê de hatiye gotin ku petrol zirarê dide jîngeha gund lê biryara neşopandinê hat dayîn lê qet dest ji vê têkoşînê bernadin û dê li pey mafên xwe herin. + +Seqiz (Rûdaw) – Li bajarê Seqiz ê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, zarokekî 12 salî di ";lîstoka sêdarê"; de fetisî û can da. + +Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber zêdebûna bidarvekirinê bi taybet bidarvekirina kurdan, bidarvekirin bûye mijara lîstok û henekên zarokan jî. + +Li gorî malpera Kurdpa, duh li gundê Xaneq yê girêdayî bajarê Seqizê, komek zarokên gund ji xwe re lîstokan sêdarê dilîstin. + +Li gorî nûçeyê, di lîstikê de zarokê bi navê Mîlad Rencberî yê 12 salî kindirek xistibû stûyê xwe û xwe bidarve kiribû lê Mîlad nedizanî henek bi kindir û darê re nayê kirin ji ber wê jî wê lîstokê serê wî xwar. + +Meha Sibata îsal jî, li gundê Kilaşê yê girêdayî navçeya Ciwanro ya Kirmaşanê zarokekî 8 salî di lîstoka sêdarê de can dabû. + +Li Îranê dema gunehbarek li ber çavên xelkê tê bidarvekirin, zarok jî dibin şahidê vê bûyera hovane ya rêjîma îslamî. + +Li gorî pisporên derûnî û civakî, ev kirdara hikûmeta Îranê dibe sebeba zêdebûna tundiyê û karîgeriyek gellek xirab li ser derûniya civakê bi taybet zarokan dike. + +Amed (Rûdaw) – Di çarçoveya doza KCKê de li Amedê, 48 girtiyên kurd hatin berdan û 54 girtî jî man. + +Dadgeha 2. a cezayên giran a Amedê, îro li ser daxwaza parêzerên girtiyên KCKê biryara berdana 48 girtiyan da. + +Ji doza KCKê ya Amedê ku wek doza serekî ya KCKê jî tê binavkirin, 92 kes dihatin girtin, di nav wan de parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle jî heye. + +Hat zanîn, dê îşev girtiyên KCKê ji zîndanê derbikevin. + +Girtiyên doza KCKê ya Amedê roja 14ê Nîsana 2009an de û di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibûn girtin. + +Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, benzînxaneyek agir pê ket û teqiya. + +Îro saet 18.30, ji ber pirsgirêka elektirîkê agir bi jeneratora benzînxaneya Mele Hacî ya li taxa Cimaayê ya Qamişlo ket. + +Agir piştî çend saetan bi alavên vemirandinê yên benzînxaneyê hate vemirandin. Di encamê de ziyana madî çêbû. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, imbara benzînxanê neteqiyaye û niha hêzên asayişê rewş xistine bin kontrola xwe. + +her wiha peyamnêrê Rûdawê da zanîn, di bûyerê de ti kesî zirar nedîtiye tenê hinek zirarên madî çêbûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Otombîleke bombekirî li xaleke kontrolê li bajarkê Dûbiz teqiya. + +Rêveberê polîsê Dûbiz general Bêstûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berî bîstekê otombîleke bombekirî li xaleke kontrolê li ser rêya Dûbiz-Hewîce teqiya. + +Bêstûn diyar kir ku di teqînekê de 7 kes hatin kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. + +Di nava kuştiyan de 4 polîs, 2 hemwelatiyên sivîl û karmendekî asayişê hene. + +Her du birîndar jî polîs in. + +Amd (Rûdaw)- Di doza KCKê de li Amedê, 18 jinên Kurd piştî di nava 48 siyasetmedarên Kurd de serbest hatin berdan, şeva borî ji girtîgehê derketin, hîn 54 girtiyên wê dozê nehatine berdan. + +Dadgeha 2yemîn a cezayên giran a Amedê, duh li ser daxwaza parêzerên girtiyên KCKê biryara berdana 48 girtiyan da. + +Ji 48 siyasetmedarên Kurd ên hatin berdan, 18 jinên siyasetmedar ji girtîgehê azad bûn û ji aliyê bi hezaran kes ve hatine pêşwazîkirin. Jinên Azad bûn ev in: + +Ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Esma Guler, Herdem Kizilkaya, Olcay Kanlibaş, Pinar Işik, Zuhre Bozaci, Dîrayet Taşdemîr, Sêvê Demîr, Zahîde Besî, Hacîre Ozdemîr, Gulcihan Şimşek, Leyla Denîz, Zeynep Boga, Ebru Gunay, Pelguzar Kaygısiz, Çîmen Işik, Besime Gonca, Elif Kaya, + +Ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî, Pero Dundar, serbest hatin berdan. Girtî ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. + +Li ber girtîgeha Tîpa D ya Amedê hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên ÎHD, xizmên girtiyan jî di nav de bi sedan kes li ber girtîgehê kom bûn. + +Piştî biryara berdanê derbarê 48 kesan de hat dayîn, siyasetmedarên Kurd Selanîk Oner, Alîcan Onlu û Engîn Kotay ji girtîgehê derketin û ji aliyê sedan kes ve hatin pêşwazîkirin. + +Li ber girtîgeha tîpa E ya Amedê jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, endam û rêveberên BDPê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes pêşwaziya girtiyên azadkirî kirin. + +Girtiyên doza KCKê ya Amedê roja 14ê Nîsana 2009an de û di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibûn girtin. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û ragihandina serxwebûnê mafekî siruştî yê Kurdan e. + +Barzanî di hevpeyvînekê ligel televizyona Skynews a erebî de behsa avakirina dewleta kurdî ya serbixwe kir û got ";Kes nikare rê li me bigire ji bo ku em serxwebûna xwe ragihînin ji ber ev mafekî me yê siruştî ye";. + +Lê Barzanî diyar kir ku ew dixwazin hemû tişt di rêya diyalogê re pêk were. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Em naxwazin ligel ti aliyekî têkevin şerên xwînî, lê pirsa serxwebûnê mafekî gelê Kurd e û nabe wek tometekê mamele bi vê pirsê re bê kirin";. + +Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, Barzanî bal kişand ku êdî çend parêzgeh ji bin kontrola dewleta Iraqê derketine û hikûmeta navendî jî desthilata wê li ser piraniya navçeyên Iraqê nemaye. + +Li ser guhertinên ku niha li navçeyê çêdibin, serokê Herêma Kurdistanê got ";Ev guhertin ji encama rastkirina hin rêkeftinên navdewletî û herêmî ne û herwiha ji bo ku ew şaşîtiyên mezin ên di Sykes Picot de nemînin ku di diyarkirina sînorê welatan û herêman hatine kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyeke rojnamevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew xendeq ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê tê kolandin. + +Çavkaniyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, got ";Ev çend rojin berpirs û ragihandinên ser bi PYDê ve derewan li dijî PDKê belav dikin û dibêjin ku PDKê xendeqan li ser sînorê Rojava dikole";. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";PDKê ti têkiliyeke wê bi wan tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor ve tine ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên leşkerî û ewlekariyê yên hikûmetê biryar didin bê çawa Herêma Kurdistanê û sînorên xwe ji gefa terorîst û qaçaxçiyan biparêzin";. + +Çavkaniya rojnamevaniya PDKê herwiha got ";PYDê û siyasetên wê bûne pirsgirêk ji bo gelê Kurd li Rojava û bi fermana neyarên Kurdan her roj axaftinên bê bingeh rastî PDKê dikin û dixwazin di rêya wê re şikestina reftar û siyaseta xwe li Rojava veşêrin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";PYDê hevpeymaniyek ligel neyarên Kurdistanê girê daye û di berjewendiya rejîmê de şer li ser gelê Kurd sepand";. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku ";Deriyê Sêmalka bi awayekî fermî hatiye vekirin, lê bi dirêjahiya 17 km sînor valaye û terorîst ku hevpeymanên hevpeymana PYDê ne bi hêsanî dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ziyanê bigihînin asayişa herêmê";. + +Her derbarê xendeqê de ku PYDê dibêje ";armanca wê pereçkirin e"; û ev çend rojên jî alîgirên wê xwepêşandanan li ser sînor dikin, çavkaniya rojnamevaniya PDKê tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek baş dizane çawa sînorên xwe biparêze û ji bo vê yekê jî destûr û moletê ji kesî naxwaze";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, ew çavkaniya rojnamevaniya PDKê dipirse ";Eger mebesta PYDê ne qaçaxçîtî yan hêsankarî ji bo terorîstan be, ji ber çi di rêya yasayî û resmî re ku Sêmalka ye hatin û çûnê nakin?";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermend û lîstikvanê navdar ê Sûriyê Ebdilrehman Alareşî ku bi eslê xwe Kurd e, duh koça dawî kir. + +Ebdilrehman Alareşî di temenê 83 salî de, duh li nexweşxaneya Hîşam Sînan li paytexta Sûriyê Şamê ji ber nexweşiyeke koça dawî kir. + +Ebdilrehman Alareşî ku wek yek ji stûnên dramaya sûrî û erebî tê naskirin, wek lîstikvanekî sereke beşdariya bi dehan rêzefîlmên sûrî û erebî kiribû. + +Alareşî ku li Taxa Kurdan a Şamê dijiya, herî dawî beşdarî rêzefîlma Xirbal kiribû ku biryar e îsal di meha rojiyê de bê weşandin. + +Ebdilrehman Alareşî çend stranên wî yên niştimanî ku ji bo Sûriyê gotine, hene. + +Cenazeyê Ebdilrehman Alareşî wê îro li goristana Şêx Xalid li Taxa Kurdan a Şamê bi xakê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Dûbiz ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê alozî derket û xwepêşanderan mala dadwerê dadgeha qezayê şewitandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî xwepêşandana hejmarek xelkê bajarokê Dûbiz li dijî xirabiya rewşa ewlekariyê, rêveberê navenda polîs û rêveberê polîsê nehêştina tawanan hatin guhertin. + +Xwepêşanderan mala efserekî Artêşa Iraqê teqandin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku niha polîs ji tevahiya bajarokê vekişiyane û ti berpirsekî ewlekariyê jî li navçeyê nemaye. + +Xwepêşander hemû Kurd in û daxwaza dikin ku guhertin û reform di saziyan de bê kirin, herwiha dixwazin ew berpirs bên cezakirin ku destê wan di azadkirina grûpeke çekdarî ya tundrew de hebû ku berî demekê serbest hatin berdan. + +Xwepêşander niha li nav avahiya qaymqamiyê û navenda polîsin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ew nûçe red kirin ku dibêjin şandeke wezareta pêşmerge serdana Misrê kiriye. + +Berî niha hat ragihandin ku şandeke leşkerî ya Herêma Kurdistanê bi serpereştiya yek ji beşên girîng ên wezareta pêşmerge ji Hewlêrê çûye paytexta Misrê Qahîre. + +Li gor nûçeyeke rojnameya Îtîhad a îmaratî, biryar e ew şand ligel berpirsên mezin ên wezareta bergiriyê ya Misrê bicive. + +Bi gotina wê rojnameyê, serdana şanda wezareta pêşmerge ji bo wê yekê ye ku sûd û fêde ji karîn û şarezayîya leşkerî ya Misrê werbigire. + +Derbarê vê nûçeyê de, sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê red kir ku ti şandeke wezareta pêşmerge serdana Qahîre kiribe. + +Yawer herwiha got ";Ti fermaneke fermî ji wezareta pêşmerge derneketiye ji bo ku şandeke leşkerî biçe Misrê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Profesor û sosyalogê Tirk Îsmaîl Beşikçî ragihand ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka dewletbûnê ye û kurd weke neteweyekê pêwîste bibin dewlet,yan jî herî kêm federasyona xwe pêk bînin. + +Beşikçî di hevpeyvînekê ligel televizyna BBC ya bi zmanê tirkî de got ";Ji destpêka sedsala borî de û dema ku Kurdistan kirin çar perçe û heta niha, siyaseta ku li cîhanê dimeşe li dijî gelê Kurd e";. + +Beşikçî herwha got ";Ji ber ku gelek dewlet li cîhanê û Yekîtiya Ewropa hene ku nifosên wan bi hezarane û ew kirin dewlet, lê gelê Kurd bi nifosa zêdetirî 40 milyonî ye û heta niha bê dewlete û ne tenê bê dewlete, lê ji hemû mafên xwe wek neteweyekî mehrûmin û siyaseta Amerîka û Ewropa jî li Rojhilata Navîn herdem li dijî kurdan û mafê wan e";. + +Îsmaîl Beşikçî destnîşan kir ku herçend Amerîka di sala 2003an de rê da ku li Başûrê Kurdistanê herêmeke federal bê avakirin, lê ew herêm heta niha ne serbixwe ye û hîn gelek perçeyên ku jê qutin û ne dibin desthilatê wê de ne hene û pêwîste vegerin sînora wê. + +Profesor Beşikçî rexne li projeyên xweseriya BDPê li Bakurê Kurdistanê kir û got ";Bila ti caran Kurd bi demokratîbûna Tirkiyê nefikirin û ew nikarin Tirkiyê bikin demokratîk, ka Viyetnam, Amerîka kir demokratîk, yan jî Cezayir, Faransa kir demokratîk, pêwîste tew kêm federasyonê bixwazin û Kurd xwe bi xwe birêve bibe û pêwîste Kurd sînorên xwe çêkin, dema ku federasyon çê bibe û êrîş li dijî Kurdan pêk were Ewropa û cîhan dikarin destêwerdana wê derê bikin, berovajî be, nikarin";. + +Beşikçî bal kişand ku pêwîste Kurd bibin netewperest û zimanê xwe û hebûna xwe wek netewekê biparêzin û ti caran ku gelê Kurd bibe netewperest êrîşan li gelên din di herêmê de nake belê netewperestên Tirk êrîşvanin û hertim dixwazin Kurdan bihelîn û tine bikin. + +Li ser projeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmaîl Beşikçî got ";Ez pir wê projeyê watedar nabînim, pêwîste gelê Kurd li ser xaka xwe Kurdistanê li gor pêdiviyên xwe rêveberiyên xwe li dar bixin";. + +Profesor û sosyalogê Tirkiyê Îsmaîl Beşikçî derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ";Li wê derê rêveberiyeke xweser ava bûye û ew gav girînge, lê pêwîste gelê Kurd li wir ew Erebên piştî sala 1960 li Rojava hatine bicihkirine, vegerînin xakên wan ên berê û Kurdên ku hatine koçber kirin vegerin nav axa xwe û pêwîste xwe bi Kurdên in di perçeyên din yên Kurdistanê re bikin yek";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî ku serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) vegere Rojavayê Kurdistanê û karê xwe destpêbikin ku li gor gotina sekreterê wê ew dê hewl bidin yekîtiya Kurdan biparêzin, daxyaniyên li dijî vê partiyê derketin holê. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku partiya wan ne li dijî ti partî û aliyekê din hatiye avakirin. + +Îsmaîl herwiha tekez dike ku ragihandina partiya wan li Hewlêrê nayê wateya ku berpirsên Herêma Kurdistanê wê nêrîna xwe li ser partiya wan ferz bike. + +Îsmaîl ku berpirsê îdarî yê polîtbîroya PDK-Sê ye derbarê wê pirsê de ku hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan dike, got ";Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê alîkariya me dike, lê ew alîkariya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û di nav de jî PYDê";. + +Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Hevserokê PYDê Salih Mislim rexneyên tund li partiya nû ya Rojavayê Kurdistanê kiriy û ew bi wê yekê tometbar kir ku ";bi zorê bi weşandina dolaran hatiye avakirin û ew ji gel dûr ketine û ne di xema Gelê Rojava de ne. PDK-Sê dixwazin keda gel bidizin an jî dixwazin xwedî li tiştekê derbikevin ku neyê wan be";. + +Derbarê vê yekê de, endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl got ";Keda ev 57 salan li Rojavayê Kurdistanê heye û yê ku dibêje em dixwazin keda gel bidizin, diyar e ew bi xwe dixwazin vê kedê bidizin";. + +Herwiha endamê desteya rêvber a TEV-DEMê Aldar Xelîl ku wek kesatiya yekem di nav PYDê de tê naskirin, di hevpeyvînekê de ligel malpera (Adar Press) a kurdî, wî jî rexneyên tund li PDK-Sê kirin û got ";Vê partiyê îradeya xwe daye opozîsyona Sûriyê û hêzên derve";. lê Aldar Xelîl di heman demê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku Siûd el-Mela yê ku li Qamişlo dijî, bûye sekreterê PDK-Sê û hilbijartina wî wek ";bijardeyeke rast"; da zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, bi Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî re hevdîtin pêk anî. + +Li gorî hinek malperên Başûrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl duh (12.04.2014) li bajarê Hewlêrê bi hev re rûniştine. + +Li gorî agahiyên çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Kosret Resûl fikarên YNKê ji Nêçîrvan Barzanî re li ser pêkanîna hikûmetê ragihandiye lê di heman demê de tekez li ser wê kiriye ku baweriya wan bi hevpeymaniya bi PDKê re heye. + +Nêçîrvan Barzanî jî ji Kosret Resûl re ragihandiye ku PDK bi hevpeymanî û rêkeftina digel YNKê ve girêdayî ye lê divê helwestên berpirsên YNKê li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê mîna hev be, her wiha YNK dikare fikarên xwe yên derheqê pêkanîna hikûmetê de yekser ji PDKê re bêje. + +Hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî ji Kosret Resûl re gotiye, PDK di wê baweriyê de ye ku divê pişka Tevgera Gorran û aliyên din li gorî asta dengên wan di hilbijartinan de bê dayîn û ji pişka wan tiştekî negihîje YNKê û ti aliyekî din lê PDK amade bûye ji pişka YNKê zêdetir bide YNKê wisa j kiriye. + +Wan (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, komek jin bi boneya tundiya li ser jinan şermezar bike, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku sedema binpêkirina mafê jinê û tundiya li ser jinê rewadîtina tundiyê û sersariya dewletê ye. + +Aktîvîstên û endaên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya kuştina jinan şermezar bikin û bertekan nîşanî tundiya li ser jinê bidin li ber avahiya BDP'ê ya Wanê kom bûn û heta Parka Feqiye Teyran meşiyan. + +Di meşê de endam û rêveberên BDP û HDP, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Şaredariyan ên Wanê jî di navde bi sedan jin amade bûn. Jinên ku li ber avahiya BDP'ê kom bibûn pankarta "Dewleta zilam, yê dikuje zilam, yê diparêze dewlet e" vekirin û bi siloganên "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk" û "Zilam qetil dike dewlet diparêze" avêtin û meşiyan. + +Jinan di meşê de wêneyên jina bi navê T.E ya roja 8'ê Nîsanê ji aliyê hevjînê xwe hat qetilkirin, hildan. Li parkê li ser navê aktîvîstên DOKH'ê Civaknasa Navenda Jiyanê ya Jinê Evîn Ozgur, daxuyanî da û diyar kir ku hemû tundiya li ser jinê rewa dibînin û dewlet li hemberî vê tundiyê sersar e û anî ziman ku jiber vê helwestê tundiya li ser jinê zêde dibe. + +Ozgur, ragihand ku jin bi kêr, bivir, bend, çek û daran tên kuştin û wiha got: "Em jin li kolan, mal, zevî û karkeriyan ji aliyê zilam ve tên kuştin. Em dixazin êdî di hemû qadên jiyanê de zilam û jin wekhev bin û xwedî vînek wekhev bin. " + +Çalakî piştî daxuyaniyê bi çepikan û siloganan bi dawî bû. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, endamên polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştmanî ya Kurdisttanê (YNK) dê li ser pêkanîna hikûmetê bicivin û YNK jî dê biryara xwe bide: Ka dê beşdarî hikûmetê bibe yan na. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda YNKê ya pêkanîna hikûmetê sibê (14.04.2014) serdana PDKê dike û her du alî dê li ser pişkên xwe yên di kabîneya heşetem a hikûmetê de ji wan re haiye kifşkirin, gotûbêj bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna sibê de YNK dê helwesta xwe nerm bike û bi pişka xwe razî dibe lê hinek rexneyên wê jî heye. + +Îro li Silêmaniyê jî, endamên Polîtburoya YNKê bi beşarbûna cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, serokê şanda YNKê ya pêkanîna hikûmetê Dr. Berhem Salih civiyan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna îro de bi berfirehî li ser pişk û postên xwe di hikûmeta nû de gotûbêj kirine lê endamên civînê bûne du alî; piraniya endamên civînê alîgirê wê bûne ku beşdarî hikûmeta nû bibin bi mercekî ku rexne û gazindên YNKê li ser post û wezaretan ji aliyê PDKê ve were qebûlkirin. + +Çav li rê bû ku di civîna îro de YNK xwe zelal bike û helwesta xwe ya dawî eşkere bike lê wisa çênebû. + +Malpera fermî ya YNKê ji zarê jêderekî nêzîkî civînê ragihandiye, ";li ser bingeha wan pêşniyarên ku hatine kirin biryar hat dayîn civînên polîtburoya YNKê bidomin."; + +Li gorî agahiyên Rûdawê, niyeta YNKê heye beşdarî hikûmeta nû bibe lê di civîna sibê ya digel şanda PDKê de dê helwesta xwe ya dawî eşkere bike. + +Tora Medyayî ya Rûdawê roja 10ê Nîsana îsal, xerîteya parvekirina wezaretên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera 5 partiyan de eşkere kiribû. Li gorî wê nexşê, pişka YNKê wiha bû: Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan. + +Lê YNKê ji vê yekê razî nîne û dibêje, divê ji nav wezaretên Pêşmerge, Navxwe û Darayî wezaretekî bidinê, ev di demekî ye ku wezartên Pêşerge û Darayî bûne pişka Tevgera Gorran û Wezareta Navxwe jî bûye pişka PDKê. + +Amed (Rûdaw) – Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay ji aliyê bavê xwe ve rastî êrişa bi kêran hat û bi giranî birîndar bû. + + Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay, ji aliyê bavê xwe ve ku tê gotin aqilê xwe ji dest daye, rastî êrişa bi kêran hat. + +Oktay di bûyerê de bi giranî birînar bû ji ber wê jî birin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. + +Hat zanîn ku Oktay, metirsiya mirinê ji ser xwe avêtiye. + +Duh jî, hevşaredarê Qosera Mêrdînê di ofîsa xwe de rastî êrişa çekdarî hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwar Hacî Osman, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin, bi fermana hikkûmet û wezareta pêşmerge tê kolandin. + +Alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman, îşev beşdarî bernameya ";8:00"; a Rûdaw TV bû û li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr agahî û daxuyanî da. + +Enwer Hacî Osman, got ku ew xendeq ji bo parastina sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin ji ber ku ew sînor, sînorekî aloz û hetiyar e. + +Alîkarê wezîrê pêşmerge li ser nerazîbûn û daxuyaniyên PYDê derbarê kolandina xendeqê de jî axivî û got, fermana kolandina wê xendeqê ji aliyê PDKê ve nehatiye dayîn ji ber ku biryara wê xendeqê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya wezareta pêşmerge hatiye dayîn. + +Enwer Hacî Osman, her wiha anî ziman ku wezîrê pêşmerge Şêx Mistefa Ceifer jî ku endamê YNKê ye, li ser kolandin û xilaskirina wê xendeqê rijd e. + +Osman ku endamê PDKê ye, bi tundî rexne li PYDê jî girt û got, PYD fêr bûye di hemû tiştekî de PDKê tohmetbar bike ji ber ku bi fermana axayên xwe tevdigere. + +Li gorî gotina alîkarê wezîrê pêşmerge, dirêjiya xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr 26 km û par di encama aloziya navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de ketiye bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê, beriya wê jî di destê lêjneya ewlehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û tabûreke artêşa Iraqê de bû lê wê tabûrê nekarî ewlehiya sînor biparêze. + +Enwer Hacî Osman, anî ziman k xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr ti ferqa wê bi xendeqên ku li Hewlêr û Kerkûkê tên kolandin, nîne û ragihand, ew sînor bi sedan çekên giran û sivik tê parastin lê dîsa jî qaçaxçîtî li ser tê kirin. + +Derbarê fikar û nerazîbûnên PYDê li hember kolandina xendeqê jî Enwer Hacî Osman got, wê xendeqê dilnexwazên Herêma Kurdistanê şepirze kiriye, ez nizanim PYDê çima ev mesele mezin kiriye, kolandina wê xendeqê rêgirtin e li hember çûn û hatina xelkê Rojavayê Kurdistanê. + +Beriya niha sekreterê giştî ê wezareta pêşmerge Cebar Yawer li ser xendeqê jî gotibû, wezareta pêşmerge agahdarî wê xendeqê nîne. Osman li ser daxuyaniya Yawer got, dibe ku rewşa tenduristiya Cebar Yawer baş nebe ku ew daxuyanî daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku wî hêz û desthilat zeft nekiriye ji ber ku her dem amade ye dest ji desthilatê berde. Barzaî her wiha bang li Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî kir, li gorî destûrê kar bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona erebî ya Sky Newsê ku îşev hat pexşkirin, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got, em dixwazin hemû partî û aliyên siyasî beşdarî hikûmetê bibin da ku hemû bi hev re li hember arîşeyan bi taybet gendeliyê bisekinin. + +Mesûd Barzanî, her wiha anî ziman ku ";wezaretên serekî"; dane Tevgera Gorran lê ew ne bi zirara YNKê ye. + +Barzanî, di bersiva pirsa ku dibêjin Barzanî hemû hêz û desthilat zeft kiriye de got, ez her dem amade me dest ji desthilatê berdim bi wî mercî ku valahiya siyasî çênebe û helbet ez bi hilbijartinê bûme serok. + +Li ser arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî Barzanî ji serokwezîr Nûrî Malikî xwest, li gorî destûrê kar bike û destûrê cî bi cî bike. + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PK) xwast ku berdewam be li ser pêvajoya aştiyê û got, eger di destê wî de ba wî ti xemsariyek ji bo azadkirina Ocalan nedikir. + +Mesûd Barzanî di hevpeyivînekê de bi televîzyona Skynewsê ya erebî, ji Ocalan xwast ku li ser piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê berdewam be heya ku bigehe encamê û ew ji girtîgehê serbest bê berdan. + +Barzanî diyar kir ku eger azadkirina Ocalan di destê wî de ba ti xemsariyek ji bo azadkirina wî nedikir. + +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji serokê Sûriyê Beşar Esed xwast ku ji bo rawestandina şer û xwînrijandinê di welatê xwe de hemû bizavan bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandeyekî Pêşmerge ji rojnameya Zeman a Iraqî re ragihand ku di meha borî de hêzên Pêşmerge 905 kes girtine ku dixwestin bi rêyên qaçax sînorê navdewletî yê Sûriyê-Iraqê derbas bikin. + +Ew xendeqa ku li ser sînorê Sûriyê û Îraqê tê kolandin, ji aliyê Îraqê ve, bûye arîşeyeke siyasî di anvbera Patiya Demokarata Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, bi biryara Artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge xendeqek bi dirêjayiya 605 kilometir di navbera sînorê navdewletî yê Sûriyê û Îraqê tê kolandin û niha tenê 15 kilmetir maye da ku ew xendeq bidawî bê, bi dirêjayiya sînorê Iraq-Sûriyê, tevî sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê jî. + +Ew xendeq, ku panayiya 2 metir û kûrbû wê 3 metir e, bûye sedema kûrbûna arîşeya navbera PDKê û PYDê. + +Li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge jî, ew xendeq bi biryara hikûmeta Iraq û Kurdistanê hatiye kolandin, bi mebesta rêgirtin li hatina çekdaran û xelkê bi awayên neyasayî ji Sûriyê, lê şêwirmednê medyayî yê Nûrî Malikî, Elî Mûsawî ragihandiye ku hikûmeta Îraqê biryar kolandina wê xendeqê ne daye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredara Hênê, Novîn Otkan bi destê bavê xwe, Abbulla Oktay birîndar bû. + +Piştî ku hevşaredarê navçeya Artukluya Mêrdînê û serokê şaredariya Qiziltepê rastî êrîşan hatin, vê carê li navçeya Hênê ya ser bi Amedê hevşaredara Hênê, Novîn Oktay rastî êrîşê hat. + +Li gor medyaya ser bi Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ve, di encama gengeşeya di navber hevşaredara navçeya Hênê, Novîn Oktay û bavê wê de, ji aliyê bavê xwe Abdulla Oktay de rastî êrîşa bi kêrê hat û birîndar bû. + +Hat ragihand ku Novîn Oktay di lingê xwe de birîndar bû û ji bo nexweşexaneya dewletê li Hênê hat veguhestin û ji ber ku gelek xwîna wê rijiya bo nexweşxaneya Dicle li Amedê hat veguhestin. + +Malpera BDPê diyar kir ku heta niha sedema wê pevçûna Novîn û bavê xwe ne hatiye nas kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek bûye hevkara rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê, bêy ku navê wê rêxistinê bîne ziman. + +Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona SkyNewsArabiya, behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir. + +Barazanî got:";Herêma Kurdistanê Ligel gelê Sûriyê ye û gelek xemgîn e ji xwîna ku tê rijandin, em hêvî dikin ku rijandina xwînê bê rawestandin û derfet ji gelê Sûriyê de peyda bibe, da ku çarenivîsa xwe hilbijêre û biryarên xwe bê destêwerdana derve bide, ev heredm hewlêsta me bû."; + +Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî got: ";Niha tenê yek rêxistina Kurdan bûye hevkara rejîmê û bi piştgiriya rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê";, herwiha ragihand ku rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye ";Destkefteke demkî ye û bi çûna sedemên hebûna wê dê ew jî nemîne."; + +Herwiha Barzanî got: ";Eger rêkrftinek di navbera vê komê û rejîmê de hebe, da ku xwesriyek bo Kurdên li Sûriyê hebe, ez wê wek gavek baş didim zanîn, lê ez bawer nakim ku ti rêkeftina siyasî hebe. Ti agahiya me ji wê yekê nîne ku ti rêkeftina siyasî heye, di nêrîna min de ti rêkeftineke siyasî li ser awayekî ji bo naskirina mafên neteweyî û îdarî yên Kurd li Sûriyê tune ye."; + +Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser cudahiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: ";Di nêrîna min de ew tiştekî ne dirûst bû ku jihev cuda bûn, pêwîstbû ku hevgirtî bimana û wek yek kom û yek hêz tevgeriyaba neku jihev cuda."; + +Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê de ";Hewl da ku Kurdên Sûriyê bibin yek, û desteyek hebe ku nûneratiya wan bi rejîmê, oposîzyon û civaka navdewletî re bike."; + +Barzanî herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re gotiye: ";Her birayreke ku hûn bistînin, çi rêkeftin yan şer ligel rejmê be û çi rêkeftin ligel opozîsyonê be, em dê piştgiriya we bikin."; + +Barzanî gotinên xwe domandin û got: ";Lê ew demekê bihev re man û piştire her beşek bi aliykî de çû, beşek bi rejîmê re û beşê din ma, vê yekê bandora xwe li ser rewşa wan kir û ez ditirsim ku bandora xwe li ser pêşeroja wan jî bike."; + +Serokê Herma Kurdistanê li ser rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê got: ";Tiştekî şaş bû ku Kurd derbasî şer bûn, ligel çi aliyekî be, ew xeleka lawaz in li Sûriyê, pêwîstbû dûrî şerê bi her aliyekî re rawestin û çavlirêy pêşhatan bane."; + +Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê di 21.01.2014 de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê";, di 27.01.2014 de ya ";Kantona Kobanî"; û roja 29.01.2014 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî ragihandibûn. + +Herwiha baskê leşkerî yê PYDê jî bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê heye, tevî damezrandina hêzên asayişê jî. + + +Amed (Rûdaw) - Parêzerên 43 girtiyên siyasî yên kurd ku di çarçoveya doza KCK de li Amedê tên darizandin, serî li 2. Dadgeha Cezayê Giran dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. + Piştî ku Dadgehên taybet ên Tirkiyê hatin rakirin û heyama girtina tohmetbaran ji 10 salan daket 5 salan, berdana girtî û tohmetbarên Ergenekon, Balyoz û KCKê dest pêkir. + +Di doza bingehîn a "KCK" ya li Amedê de ku 43 jê girtî 175 kes tên darizandin parêzerên 43 kesên ku 5 sal in girtî ne, ji bo serbestberdana wan, serî li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îtiraz dan. + Yek ji parêzeran Cîhan Aydin ji bo serbestberdana girtiyên bi navên Abbas Çelîk, Abdûllah Bozkoyûn, Abdûllah Aflatûn, Abdûlserdest Tan, Ahmet Îlan, Ahmet Makas, Alî Şîmşek, Attîla Koca, Aydin Bûdak, Aygul Arat, Bûrhan Karakoç, Çaglar Demîrel, Ercan Akyol, Erkan Pîşkîn, Ethem Şahîn, Haci Erdemîr, Hasan Huseyîn Ebem, Husamettîn Çîçek, Kutbettîn Kûrt, Leyla Guven, Mahmût Okkan, Mehmet Akin, Mehmet Guzel, Mehmet Hatîp Dîcle, Mehmet Nesîp Gultekîn, Mehmet Salîh Yildiz, Mehmet Tarî, Mehmet Taş, Mûsa Farisogûllari, Mûstafa Ocaklik, Mukaîl Karakûş, Nejdet Atalay, Nîhayet Taşdemîr, Osman Ocaklik, Ramazan Morkoç, Resûl Erkaplan, Tayyîp Temel, Temer Tanrikolû, Tûncay Korkmaz, Tûncay Ok, Tûran Genç, Zeynel Mat û Zulkuf Karatekîn serlêdan kir. + +Dadgeh dê piştî lêkolînkirinê bersiva parêzeran bide. + +Duh jî 48 girtî di çarçoveya doza KCKê ya Amedê de hatibûn berdan ku di nav wan de 18 jin hebûn. + + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bintara çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, di navbera komek xwepêşanderên ku dixwestin çêkirina qereqolan şermezar bikin û hêzên ewlehiyê de pevçûn û alozî derket, tê gotin di bûyeran de gellek kes birîndar bûne. + +Îro bi pêşangtiya BDPê li bintara çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, çalakî û meşek li dijî çêkirina qereqolan li wê deverê hat lidarxistin. + +Di meşê de jibilî berpirsên BDPê û hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrullah Çiftçî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes beşdar bûn û berê xwe dan serê çiylê lê rastî astengiya hêzên ewlehiyê hatin. + +Hêzên artêşê û polîsên ku li wê derê bûn, ji xwepêşanderan re ragihandin ku ji ber ku Walîtiya Colemêrgê destûra vê çalakiyê nedaye ew nikarin rê bidin lê nekarîn pêşiya girseyê bigirin lemwa bi bombeyên gazî û fîşekên plastîk xwestin pêşiya xwepêşanderan bigirin. + +Li hember vê yekê, girseyê jî bi kevir û berdan bersiva hêzên ewlehiyê dan. Hat zanîn di bûyeran de hinek kes birîndar bûn û bo veguhestina birîndaran gellek ambulans çûn cihê bûyerê. + +Heta niha jî alozî didome. + +Tê zanîn rêxistina BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî roja 6'ê Nîsanê bi boneya rê li pêşiya operasyonên leşkerî bigirin, li herêma Çiyayê Şine yê nêzî Gundê Uzumlu yê Çelê "Konê Berxwedana Gelan" vekiribû. Heyeta BDP'ê ku li Çiyayê Meskanê kon vedan, di roja 8'an de berxwedana xwe berdewam dike. Li aliyekî liv û tevgera leşkerî berdewam dike û qereqol tên avakirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê bajarokê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê Ehmed Zergoşî, ragihand, ji ber êrişên komên radîkal û alozbûna rewşa ewlehiyê ji destpêka îsal ve heta niha nêzîkî 600 malbatên kurd ji Seidiyê bar kirine. Zergoşî her wiha daxwaz kir, parastina ewlehiya deverê radestî hêzên Pêşmerge bê kirin. + +Şaredarê Seidiye Ehmed Zergoşî, ji Rûdawê re got, li parêzgeha Diyale bi taybet li bajarokê Seidiyê êrişên komên radîkal ên mîna DAIŞê zêde ye ji ber wê jî rewşa ewlehiya deverê aloz bûye. + +Ehmed Zergoşî, got, ew dixwazin parastina bajarokê Seidiyê bidin destê êzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + +Zergoşî, anî ziman ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê gellek malbatên kurd neçar mane dest ji cih û warên xwe berdin û ji deverê bar bikin û da zanîn, tenê di heyama 4 mehên borî de herî kêm 600 malbatên kurd ji ber vê yekê bar kirine. + +Şaredarê Seidiyê ragihand, lê heta niha ti hêzeke kurdî li Seidiyê nîne û eger hebin jî ji Seidiyê dûr in û li Xaneqîn û Qeretepê hatine bicîhkirin. + +Bajarokê Seidiyê wek beşek ji deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê tê hesibandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, ragihand ku Komîteya Nobelê di nameyekê de jê re ragihandiye ku Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan wek namzedê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2014an hatiye destnîşankirin. + +Piştî ku Enstîtoya Nobelê ragihand ku nûçe û agahiyên ku li ser namzediya Ocalan bo wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ya îsal rast nînin, parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir, wî roja 18ê Tîrmeha par bi rêya e-mailê serî li Komîteya Nobelê dabû û daxwaz kiribû ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji ber xebatên wî di warê aştiyê de wek namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014an destnîşan bikin. + +Heval Kwêstanî anî ziman ku Komîteya Nobelê jî roja 9ê Nîsana îsal bi nameyekê besiva wî da û ragihand, navê Ocalan ketiye nav lîsteya namzedên xelata Nobelê ya aştiyê. + +Wî parlamenterê kurd behsa çawaniya serlêdana xwe bo Komîteya Nobelê kir û got, min par serdana Afrîqa Başûr kir da bi rêberê wî welatî Nelson Mandela re li ser vê yekê hevdîtin bikim lê mixabin dema ez çûm wir Mandela li nexweşxanê di komayê de bû. + +Heval Kwêstanî, wiha domand, dema min jiyana Ocalan lêkolîn kir min dît ku guhertinek kûr derbarê xebata netewî û çawaniya arîçeyan di hizra siyasî, felsefî û jiyana wî de çêbûye, helbet beriya ku Ocalan were girtin nameyek ji Mandela re nivîsîbû, di wê namê de dihat dîtin ku fikrê Ocalan hatiye guhertin û dixwaze dest ji xebata çekdarî berde û bi rêyên aştiyane xebat bike. + +Kwêstanî da zanîn, yek ji mercên wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ew e ku di nehîştina çekan de rolek mezin bilîze, ev merc di Ocalan de heye ji ber ku peyama wî ya Newroza par bi awayekî eşkere nîşan da ku Ocalan dest ji çekan berdide û dest bi xebata siyasî dike. + +Wî endamê Parlamentoya Iraqê di bersiva pirsa ku çima yek ji lîderên Herêma Kurdistanê wek namzed pêşniyar nekiriye de got, ez hurmeta hemû serok û lîderên din ên kurd digirim lê ew kesên ku dibe namze divê mercên xwe hebin û rola wî/wê di nehîştina çekan de hebe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Pêkhateya kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêdî hêdî zelal dibe. 7 partî û aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin: PDK, Gorran, YNK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Turkman, Mesîhî. + +Pêkhateya kabîneya heştem û pişka partî û aliyên beşdar di kabîneyê de zelal dibin. + +PDK ku wek partiya yekemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bo avakirina hikûmeta nû erkdar kiriye û di kabîneya heştem de, wezaretên Navxwe, Çavkaniyên Sirûştî, Pilandanîn, Perwerde û Bajarvanî bûne para wê. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, navên wezîrên PDKê di hikûmeta nû de wiha ne: Elî Sindî, Aştî Hewramî, Dilşad Şehab û Piştîvan Sadiq. + +Pişka Tevgera Gorranê di hikûmeta nû de wiha ye: Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê û Wezareta Ewqaf. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Tevgera Gorran heta niha tenê wezîrê pêşmerge û serokê parlamentoyê destnîşan kiriye: Mistefa Seyîd Qadir wek wezîrê pêşmerge û Yûsif Mihemed wek serokê parlamentoyê. + +Pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmetê de wiha ye: Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê û Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha YNKê navên wezîrên xwe eşkere nekiriye lê dibe ku wezîrê tenduristiyê Dr. Rêkewt Reşîd û wezîrê xwendina bilind Dr.Elî Seîd li ser karê xwe bimînin. + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku 10 kursiyên wê di Parlamentoya Kurdistanê de heye, wezaretên Elektirîk, Kar û Karên Civakî, Hemahengiya navbera Encumena Wezîran û Parlamentoyê jê re hatiye pêşniyarkirin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, wê partiya îslamî jî cîgirê serokê giştî Selahedîn Babekir û endamên serokatiya partiyê Dr. Omer Mihemed û Behzad Zêbarî bo wergirtina wan postan destnîşan kirine. + +Hat zanîn, di kabîneya heştem de du wezaret jî dibin para Komela Îslamî. + +Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ji Swêdê gihîşt Kurdistanê û li zêda wî hat definkirin. + +Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ku roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, gihîşt Kurdistanê. + +Cenazeyê Zirarî li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêr, komek rayedarên hikûmet û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin û paşê li zêda wî li gundê Kopalê yê devera Zirareta Hewlêrê hat definkirin. + +Kemal Mihemed Ezîz Zirarî, sala 1933an li gundê Gopalê yê devera Ziraretê ya Hewlêrê ji dayik bûye û di temenê 15 salî de çûye eskeriya Iraqê lê piştî şoreşa Tîrmeha 1958an, Mela Mistefa Barzanî dema ji Sovyetê vedigere wî jî bi xwe re tîne Kurdistanê. + +Kemal Zirarî ji sala 1967an ve heta sala 1975an şofêrtiya Barzanî dike. + +Şofêrê Barzanî sala 1989an bi nexweşiyeke giran dikeve û bo dermankirinê diçe derveyî welêt lê roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê jiyana xwe ji dest dide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di heyama 48 saetên borî de Portala Rûdawê rastî gellek êrişên tund ji aliyê çendîn çavkanî ve hatiye. + +Êrişên ku di heyama 2 rojên borî de li dijî Portala Rûdawê tên kirin, ji curê DOS in ku serverên Rûdawê kirine armanc, ji ber wê jî bikarberên Portala Rûdawê rastî arîşe û tengasiyan hatine. + +Tîmên teknîkî yên biyanî û Teknîka Rûdawê berdewam pêşiya wan êrişan digirin. + +Portalê Rûdawê ku bi zimanên kurdî û înglîzî weşanê dike, rojane ji aliyê zêdetirî 100 hezar kes ve tê temaşekirin û şopandin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li gor zanyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê, îro parêzgarê Hesekê wê serdana bajarê Qamişlo bike. + +Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, îro sêşemê parêzgarê Hesekê Mihemed Zehal el-Elî ligel endamên serkirdayetiya şaxê Partiya Baes li Hesekê wê serdana bajarê Qamişlo bikin ji bo tevlî xwepêşandana alîgirên rejîma Baes a Sûriyê bibin. + +Li gor zanyariyan xwepêşandan wê li nav çargoşeya emnî ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin. + +Cihê vê xwepêşandanê li ber Navenda Rewşenbîrî ya Erebî ye ku dikeve kolana Elqwutlî li navenda bajêr. + +Li gor zanyariyan, ji bilî dezgehên ewlekariya rejîmê, 4 hezar leşkerên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hene, ew jibilî hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê. Di demekê de ku PYDê Qamişlo wek navenda Kantona Cizîrê ragihandiye. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibê, Çarşemê, lîstika dawî ya Kopa Şahê Sapaniyayê ";Copa del Rey"; li ser yarîgeha Mestalla Stadium, li bajarê Valensia birêve diçe. + +Lîstika dawiyê di navbera her du tîmên Rela Madrid û Barselona de birêve diçe, ku wek hevrikên hev yên dîrokî tên zanîn. + +Di her du heftiyên borî de, tîma Barselona rûbirûyê du şikestinan hat ku di encam de ji hevrikiya şampyoniyaya Ewropayê derket, herwiha di rêzbendiya La Ligaya Spaniyayê de daket pileya sêyem li pişt Rela Madrîd. + +Li gor medyaya werzişî ya Spanî, rahêner R. Madrid, Karlo Anselotti pilanek bihêz amade kiriye da ku Kopa Şahê Spaniyayê bidest bixe û yekemîn nasnava xwe bi R. Madrîd re tomar bike. + +Tiştê balkêş di vê lîstikê de, stêrkê R. Madrîd û cîhanê Kiristiano Ronaldo beşdarî vê lîstikê nabe ji ber ku berî niha birînadr bûbû. + +Karlo Anselotti wê lîstikê bi êrîşan destpê bike, bi rêya her çae lîstikvanên xwe Karim Benzema, areth Bale, Isko û Ángel di María. + +Anselotti dixwaza bi vî awayî destpê bike da êrîşên lîstikvaên Barselon rawestîne û guvaşê bixe li ser bergirîvan û golparêzê wê tîmê. + +Herwiha rahênerê tîma R. Madrîd dê her dû yarîzanên sereke Xabi Alonso û Luka Modrić ji destpêka lîstikê de beşdar bike, da nîvê yarîgehê kontrol bikin û piştgiriyê bidin êrîşberê R. Madrîd. + +Berî niha, di La Liga ya Spaniyayê de du caran her du tîm rûbirûyê hev bûne û her du caran tîma Barselona karî serkeftinê li ser Real Madrîdê bidest bixe. + +Lîstika dawî ya Kopa Şahê Spaniyayê, sibê, 16.04.2014, demjimêr 21:30 bi dema Hewlêrê birêve diçe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê ku ev 9 rojn di zindanê de bû, îro saet 2yê piştî nîvro hat azadkirin. + +Rojnamevan Biradost Azîzî ku ev nêzîkî sal û nîvê ye bi tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)"; doz li dijî wî hatibû vekirin, roja yekşemê 6/4/2014 çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê. + +Ew doza ku li dijî Azîzî hatibû vekirin at guhertin û li ser doza ku ";di sala 2004an de bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û bê îqame ye"; bi biryara dadwer di zindana girtin û veguhestinê ya Silêmaniyê de hat binçavkirin. + +Rojnamevan Biradost Azîzî 8 rojan di wê zindanê de ma û ji ber ku ev 2 salin li Hewlêrê dijî, dosyeya wî bo Hewlêrê hat veguhestin û duh duşemê ew anîn Hewlêrê. + +Biradost Azîzî di sala 2004an de û piştî ku ji beşa ragiandinê ya zanîngeha Şamê hat dûrixstin, hat Başûrê Kurdistanê û nêzîkî 4 salan li zanîngeha Silêmaniyê xwend. + +Qamişlo (Rûdaw)- Parêzgarê Hesekê Ehmed Zehal el-Elî îro serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî çalakiyên Partiya Baes li bajêr bû. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku parêzgarê Hesekê îro bi hevaltiya berprisên şaxê parêzgeha Hesekê yê Partiya Baes û fermandarê polîsê parêzgeha Hesekê, serdana bajarê Qamişlo kir. + +Parêzgarê Hesekê tevlî çalakiyeke Partiya Baes bû ku ji aliyê xwendekarên her du dibistanên el-Kerame û Hatim el-Tayî ya seretayî li navenda rewşenbîriya erebî li nav Qamişlo hat lidarxistin. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, çalakiya Partiya Baes bi pêşwazîkirina parêzgarê Hesekê li ber avahiya navndê destpêkir. + +Di çalakiyê de destpêkê sirûda niştimanî ya Sûriyê ";Humat el-Diyar"; û ya Partiya Baes ";Ya Şebab el-Uribî Heya"; hatin pêşkêşkirin. Xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin. + +Li gor zanyariyan, ji bilî dezgehên ewlekariya rejîmê, 4 hezar leşkerên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hene, ew jibilî hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê. Di demekê de ku PYDê Qamişlo wek navenda Kantona Cizîrê ragihandiye. + + + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di encama pevçûnên xwepêşandanên xelkê bajarê Colemêrgê li dijî avakirina qereqol û qeleqolên nû li çiyayê Meskanê li Colemêrgê, û polîsên Tirkiyê ve çar endamên polîsan û 7 bi xwepêşandêr birîndar bûn. + +Li gor çapemeniya Tirkiyê ji 8 nîsanêve endamên BDPê li nîzîka qereqola ku wê bê ava kirin de kon vekiribûn, û duh dema bi hezaran kes xwepêşandan kirin hêzên ewlekariyê destêwerdana xwepêşandêran kir. + +Herwiha di encama pevçûna wê xwepêşandanê çar endamên polîsan bi kevirên xwepêşandêran ve hatin birîndar kirin, û 7 kes ji xwepêşandêran bi bombeyên gaze birîndar bûn. + +Hat zanîn ku seroka şaredariya Colemêrgê Dîlek Hatîpuglu û saziya mafê mirovan ÎHDê û komeleya Mezlûm-derê jî di wê çalakiyê de cî girtibûn. + +Duhok (Rûdaw)- Şeva borî hemwelatiyekî Rojavayê Kurdistanê ku karê qaçaxçîtiyê dike, li sê goçeya di navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de li nav ava Dîlce bi guleyekê hat kuştin. Malbata wî jî dibêje ew nizanin kî kurê wan kuştiye. + +Hemwelatiyê Kurd Mewlûd Nezîr Hac Yûnis Omer ku xelkê gundê Zihêriyê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, şeva borî dema ku dixwest 18 kesan bi qaçaxî di rêya çemê Dîcle re derbasî Başûrê Kurdistanê bike, teqe lê hat kirin û bi giranî birîndar bû. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Mewlûd şeva borî 14 kes bi qaçaxî di rêya çemê Dîlce re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin û dema dixwest her 4 kesên din derbas bike, ji piştê ve guleyek lê ket û pişt re zêrevanên sînorên Iraqê ew ji nav avê derxistin û ew rakirin nexweşxaneya Zaxo û li wir jiyana xwe ji dest da. + +Derbarê aliyê ku gule berdane wî kesî de, efserekî zêrevanên sînor ên Iraqê ji Rûdawê re got ku Mewlûd ";piştî ku 14 kes bi qeyikeke hewayî derbasî Başûr kirin, car din vegeriya ji bo her çar kesên din jî derbas bike, lê di nîva rê de YPGê bang lê kir ku vegere";. + +Çavkaniyê herwiha got ";Di dema ku YPG bang lê kir ku vegere, ew kesên di nav qeyikê de rastî guleyan hatin û guleyek ji pişt ve li kesê ku qeyikê dajot ket. Yek ji zêrevanên me bi hawara wî ve çû û karî wî ji nav avê derbixe. Me ew gihande nexweşxaneya Zaxo, lê ji ber giraniya birînê li wir jiyana xwe ji dest da";. + +Çavkaniyê tekîd kir ku zêrevanên sînor ên Iraq ";bi ti awayekî yek gule jî ne berdane";, lê wî negot ka ew gule ji aliyê leşkerên Tirkiyê yan jî YPGê ve hatine berdan. + +Malbata Mewlûd ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku ew nizanin kî kurê wan kuştiye. + +Cenazeyê Mewlûd îro derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin û wê li gundê wî li Zihêriyê were veşartin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê KNKê Rojan Hazim, li ser aloziya navbera PYD û PDKê ya ji ber kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava got, eger ew xendeq tenê bo parastina ewlehiyê be pirsgirêk nîne. Li ser girtina deriyê Sêmalka jî Hazim, got, derî li kîjan alî were girtin rast nîne. + +Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku baregeha wê li bajarê Brûksela paytexta Beljîkayê ye, bi fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê re civiya. + +Endamê Şanda KNK Rojan Hazim, pşitî civînê ji Rûdawê re got ku wan rêze serdanek di nava partiyên Bakûr, Başûr û Rojava de kirine û kirîza niha li Rojhlata Navîn ku bandorê li ser Kurdistanê jî dike, gotubêj kirin. + +Derbarê aloziyên navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî Hazim got, li kîjan alî deriyê sînorî bê girtin ew rast nabînin. + +Wî endamê KNKê li ser xendeqa ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de tê kolandin,wiha got: ";Eger ji bo parastina ewlehiya Başûrê Kurdistanê be ne pirsgirêk e."; + +Rojan Hazim da zanîn ku wan daxwaz ji PDKê kirine ku wê pirsgirêkê dirêj nekin ji ber ku zirarên wê ji kurdan re hene. + +Endamê şanda KNKê destnîşan kir ku tengahiya pêwendiyan bandora nerênî li ser Rojavayê Kurdistanê dike û diyar kirk u wan ji PYDê re gotine ku pêwsît e hemû aliyên Rojava di rêveberiya wî beşê Kurdistanê de beşdar bibin lê PYDê gotiye, ew hewl didin bi opozîsiyona Sûriyê re jî lihev bên da ku dawî bi wan pirsgirêkan bînin. + +Rojan Hazim li bara daxuyaniyên ên tûj di navbera partiyên kurdî de got: Em daxwaz dikin ku uslûbeke baş bê bikaranîn ku di paşerojê de lê poşman nebin. + +Wî siyasetmedarê kurd derheqê nakokiyên navbera ENKS û PYDê de jî got, me ji herdu aliyên Rojava xwastiye ku emê navbeyinkariyê bikin ku herdû alî bi hevre rûnên û pirsgirêkên xwe ne li Hewlêrê, belkî li Qamişlo çareser bikin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, du welatiyan kurd di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, hat zanîn yek ji wan karmendê Asayişê yê girêdayî PDKê ye. + +Berpirsê polîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê Serhed Qadir, ji Rûadwê re got, şeva borî karmendekî Asayişê yê PDKû kesekî din ku bi hev re li ber deriyê mala karmendê Asayişê bûn rastî êrişa çekdarî hatin. + +Serhed Qadir da zanîn, di bûyerê de karmendê PDKê di cih de jiyana xwe ji dest da lê kesên din ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxanê can da. + +Berpirsê plolîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê her wiha da zanîn, hêzên ewlehiyê 2 bombên vedayî li nav bajêr pûç kirine lê bombek bi mala serbazekî iraqî ve teqiya lê ti zirareke canî bi xwe re nehaniye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şêwirmendên fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî, di heyama du rojên borî de ";bi veşartî"; digel rayedarên YNK, PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîne. + +Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YNKê gihîştine Rûdawê, şêwirmendên Qasim Silêmanî yên bi navên Serdar Mescidî û Mihemed Ceifer Sehrarûdî, roja duşemê (14.04.2014) serdana bajarê Silêmaniyê irine û bi berpirsên YNKê re rûniştine. + +Li gorî agahiyan, YNKê ji wan rayedarên îranî xwestiye di mesela pişka YNKê di hikûmetê de fişarê bixin ser Gorran û PDKê da ku li hember daxwaziyên YNKê bi taybet bo wergirtina Wezareta Pêşmerge razî bibin. + +Hat zanîn, serdana wan her du şêwirmendên fermandeyê hêza Quds bo Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza YNKê bûye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Serdar Mescidî ji YNKê daxwaz kiriye ku piştî hilbijartinên Iraqê pişta Nûrî Malikî bigirin da ku bikaribe bo cara sêyemîn bibe serokwezîrê Iraqê, li hember vê yekê, YNKê 3 tişt ji wan xwestiye: PDKê razî bikin ku Wezareta Pêşmerge ku niha PDKê daye Gorranê, ji YNKê re be, ji Gorranê bixwazin ku li Silêmaniyê arîşeyan ji YNKê re çêneke her wiha di pêkanîna hikûmetê de lezê neke. + +Berpirsekî YNKê ku haya wî ji serdana şanda îranî hebû, ji Rûdawê re got, Serdar Mescidî piştî ku bi YNKê re hevdîtin pêk anî, bi tenê bi organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa re hevdîtin pêk anî. + +Li gorî wî berpirsê YNKê, Mescidî ji Newşîrwan Mistefa xwestiye, di pêkanîna hikûmetê de lezê nekin û bila bimîne piştî hilbijartinên Iraq û encumenên parêzgehên Kurdistanê. + +Hat zanîn, Mihemed Ceifer Sehrarûdî û Serdar Mescidî, paşê serdana Hewlêrê kirine û bi serokwezîr û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîne. + +Dihok (Rûdaw) – Asayişa PYDê li ser sînorê Sêmalka, Endamê Serokatiya PDK-Sûriyê Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê di dema vegerê de bo Rojavayê Kurdistanê girtin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, îro danê êvarê dema endamê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê dixwestin bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojava bibin, ji aliyê hêzên asayişê yên Kantona Cizîrê ya PYDê ve hatin girtin. + +Agirî (Rûdaw) – Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê, pişt betalkirina encamên hilbijartina şaredar ku namzedê BDPê Sirri Sakik qezenc kiribû, heta lidarxistina hilbijartina nû, şaredarekî demkî hat destnîşankirin. + +Ji ber bertek û nerazîbûnên Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP), encamên hilbijartina şaredarê bajarê Agirî piştî 15 caran jimartin, ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ve hat betalkirin. + +Ji ber wê jî biryar hat dayîn 1ê Hezîrana îsal cardin hilbijartin were kirin. + +Bo tijîkirina valahiya şaredar, alîkarê waliyê Agirî yê bii navê Ercan Ateş wek şaredarê demkî yê bajêr hat destnîşankirin. + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê yên 30ê Adarê de, namzedê BDPê Sirri Sakik li hember namzedê AKPê bi ser ketibû lê ji ber nerazîbûn û bertekên AKPê, deng 15 caran hatibû hilbijartin, herî dawî encamên hilbijartina şaredarê Agirî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve hatibû betalkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber guhertina rewşa hewayê, 30% daristanên parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ber bi hişkbûnê ve diçe. Li gorî pisporan, eger rewş mîna niha bidome heta 60 salên din li Rojhilatê Kurdistanê dar û daristan namîne. + +Guhertina rewşa hewa û jîngehê bi taybet destkariyên mirov dibin sebeba metirsiyên giran li ser daristanên Rojhilatê Kurdistanê. + +Şewat, hişksalî, kêmbûna baranê, pîrbûn û nexweşketina dar û daristanan, bikaranîna zêde ya daran jî hinek sebebên din ên jinavçûn û nemana daristan û darên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne. + +Li gorî amar û agahiyan, di her saniyekê de 360 metr du car ji daristanên Rojhilat ji nav diçe, ev jî tê wateya wê ku di heyama her 5 salan de milyonek hiktar daristanên Kurdistanê ji nav diçe. + +Tê gotin, heta niha nêzîkî 33% daristanên Îranê ji nav çûye. + +Li gorî pîvanên navdewletî, ji her mirovekî re 0.8% daristan dikeve lê li Îranê ev rêje 4 caran kêmtir e û 0.2% e. + +Daristan karîgeriyên rasterast li ser jiyana mirov dike, ev jî di demekî de ye ku yek ji kêşeyên herî giran ên serdema niha têkçûna daristanan e. + +Li gorî pîvanên navdewletî, eger rûbera daristanên her welatekî ji 25% rûberê wî welatî kêmtir be wê çaxê ew welat ketiye nav kirîza jîngeh û daristanê lê rêjeya daristanên Îranê 7.5% ji rûbera welêt e. + +Daristanên 11 parêzgehên Îranê di metirsiyê de ne ku parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan de ne. + +Li parêzgeha Îlamê 640 hezar hiktar daristan heye ku bi qasî 87% rûbera parêzgehê ye, +Li parêzgeha Kirmaşanê, 822 hezar û 272 hiktar daristan heye, +Li parêzgeha Ormiyê nêzîkî 80 hezar hiktar daristan heye, +Li parêzgeha Sine jî 373 hezar û 328 hiktar daristan heye ku bi qasî 9.12% rûbera wê ye. +Kobanê (Rûdaw) - Partiyên Rojavayê Kurdistanê li ser xendeka ku di navbera Başûr û Rojava de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê kolandin, bûn du perçe. + +Nêrînên partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê derbarê kolandina xendeka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, bi 2 awayên ji hev cuda ne. + +Partiyên di rêveberiya demkî de li dijî kolandina xendekê ne, û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî, kolandina xendekê wekî mafekî normal ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê re bo parastina sînorê herêmê ji qaçaxcî û terorîstan dibînin... + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bang li her kesekî ku mafê wî yê dengdanê heye kir ku di roja hilbijartinê de dengê xwe bi kar bîne. + +Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Hewlêrê tevlî hilmetên propagendayên hilbijartinê yên PDKê bû û tê de gotareke kurt pêşkêş kir. Di vê hilmetê de zêdetirî 100 şitlên daran li taxeke hejaran li Hewlêrê ku ti park û baxek tê de nîne, ji aliyê namzedên PDKê ve hatin çandin. + +Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku hemû pirsgirêk di rêya sindoqên dengdanê re tên çareseririn, lewra daxwaz ji xelkê Herêma Kudistanê kir ku di roja denganê de biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li xelkê paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê kir ku di roja dengdanê de ew yek ji bîra wan neçe bê Hewlêr berî çend salan di çi rewşekê de bû û niha di çi rewşekê de ye. + +Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dengdanê jî tekîd kir û got ku pêwîste hemû kesek dengê xwe bi kar bîne. + +Cîgirê serokê PDKê herwiha got ";Deng bidin PDKê ji ber ku PDKê heta niha gelek zehmetî kişandiye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro çarşemê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Enqere bike û derbarê rewşa niha ya navçeyê, hilbijartinên Iraqê û pirsa enerjiyê de ligel rayedarên Tirkiyê gotûbêjan bike. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê vê serdanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku serdana serokwezîr Barzanî bi tenê yek roj e û li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e. + +Dizeyî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî wê îro ligel Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berprisên din ên hikûmeta Tirkiyê re bicive. + +Derbarê pirsên ku wê li civînên li Enqereyê bên gotûbêjkirin de, Dizeyî got ku rewşa navçeyê, hilbijartinên Iraqê, rewşa Sûriyê û pirsa enerjiyê wê mijarên sereke yên gotûbêjên îro yên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Tirkiyê bin. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got ku rêjeyeke baş ji petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyên pertolê re gihiştiye Tirkiyê û li benderên wî welatî di embaran de hatiye komkirin. + +Dizeyî tekîd kir ku heta niha yek bermîla petrola Herêma Kurdistanê li Tirkiyê nehatiye firotin û ew li bendê ne ku derbarê firtona petrolê de ligel Bexdayê li hev bikin. + +Dizeyî herwiha got ku ew hêvîdarin ligel Bexdayê bigihine rêkeftinekê derbarê pirsa hinartin û firotina petrola Herêma Kurditanê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî 14 endamên kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di 3yê vê mehê de li Hewlêrê hat lidarxistin, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, lê ew ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî 14 endamên kongreyê û 2 Kurdên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û li gundê Girbalat ji aliyê asayişa PYDê ve hatine girtin";. + +Xelîl herwiha got ku ";Piştî çend saetan her du Kurdên ne endamên kongreyê serbest hatin berdan û asayişa PYDê 7 endamên kongreyê ku di nav de endamê kmîteya navendî ya PDK-Sê Hacî Kalo û 5 jin hene, birin bajarê Dêrikê";. + +Xelîl diyar kir ku di nava kesên ku hatine girtin û birine Dêrikê de, endamekî komîteya navçeyî ya PDK-Sê bi navê Karmîran Hac Elî jî heye ku bi xwe ji gundê Elî Gamêş e û piştî ku bihîstibû endamên kongreyê hatine girtin, hatibû ser sînor. + +Derbarê her 7 kesên din de, endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl ku ew jî yek ji wan e, ji Rûdawê re got ";Şeva borî asayişa PYDê em her heft kes bi otombîlekê anîn ser sînor û bi zorê û bi teqandina guleyan em vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + +Asayişa PYDê ji girtiyan re gotiye ku wan bê destûr û bi rêyeke ne yasayî re sînor derbas kiriye, lê Xelîl diyar dike ku sedema girtinê siyasî ye û dibêje ";eger sedem ne siyasî be, ji ber çi ew 2 kesên ku ne endamên kongreyê bûn û ligel me derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, hatin berdan, lê hevalên me hinek hatin girtin û yên din jî bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + +Ebdilkerîm Xelîl tekîd kir ku berî ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, serdana mexfera asayişa PYDê li ser sînor kirin û bi destûra wan derbasî Başûr bûn. + +Rûdawê telefona navenda asayişa Dêrikê û navenda asayişa giştî li Qamişlo jî kir, lê bersivsa telefonê nedan. + +Hewlêr (Rûdaw)- 7 teqînana nahiyeya Qeretepe ya girêdayî parêzgeha Diyale hejand û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 xanî hatine wêrankirin. + +Berpirsê navçeya Qeretepe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sebah Ezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro dora saet 3yê serê sibehê 4 bombe li nav Qeretepe teqiyan, bombek ji wan di nav Huseyniyeke şîayan de teqiya û di encam de kesek bi navê Tariq Mihemed jiyana xwe ji dest da";. + +Ezîz diyar kir ku piştî wan her çar teqînan, ";3 bombeyên din li nav gundên ser bi Qeretepe ve teqiyan û ti ziyanên wê yên canî nebûn, lê 3 xanî di encama teqînan de hatin wêrankirin";. + +Ezîz herwiha got ku niha rewşa nahiyeyê aram e û hêzên Artêşa Iraqê li navçeyê ne ji bo kontrolkirina rewşê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 10 girtiyên din ên Ereb ku di şerê li bajarokê Til Berek li başûrê bajarê Qamişlo de hatibûn girtin, serbest berdan. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê îro çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku YPGê 10 girtiyên ji bajarokê Til Berekê ku li gundê Girbawî li başûrê rojavayê Qamişlo girtî bûn, azad kirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";ew 10 kes ku ev 50 roje girtî bûn, piştî derket destê wan di kuştina sivîlan de nîne, hatin azadkirin";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, YPGê ji Til Berek û gundên derdora wê nêzîkî 100 kesên Ereb girtibûn, lê pişt re piraniya wan hatine azadkirin. + +Di 21ê meha sibatê ya borî de, YPGê duyem car çalakiyek li Til Berekê û gundên derdora wê pêk anî û ew xistin bin kontrola xwe, lê piştî nêzîkî 15 rojan hêzên xwe ji bajarokê vekişandin. + +Ew cara duyem bû ku YPGê derbasî bajarokê Til Berekê dibû û piştî çend rojan hêzên xwe jê vedikişîne. + +YPGê cara yekem di 26ê kanûna 2013an de çalakiyek dan destpêkirin û di nava çend rojan de gotibû ku wê bajarokê Til Berek û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin. Lê di 7ê çile de ragihand ku çalakiya wan li Til Berekê bi dawî hat û hêzên xwe ji wir vekişandin. + +Piştî ku YPGê di 21ê sibatê de derbasî bajarokê Til Berek ku nişteciyên wê hemû Erebin bû, ji aliyê eşîrên erebî ve rastî gelek rexneyan hat, bi taybet eşîra Cibûran a ku ji rejîma Sûriyê ve gelek nêzîk e. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wê demê eşîrên Til Berekê çend daxwaz pêşkêşî YPGê kiribûn û di serî de jî vekişandina hêzên wan ji bajarokê û piştî wê xwestekê bi çend rojan, YPGê di 4ê adarê de hêzên xwe ji Til Berekê û gundên derdora wê vekişandin û rêveberiya wê herêmê ji xelkê wê re bi cih hişt. + + +Ormiyê (Rûdaw)- Biryar e îro 16ê nîsanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandanekê bê lidarxistin. + +Li gor zanyariyên ku ";Navenda Kurmanc"; li zanîngehên Ormiyê di heftiya borî de belav kirine, biryar e îro xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bên diyarkirin. + +Roja 1ê meha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan a Bêntul a zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin. + +Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû. + +Li gor zaniyariyan, çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn. Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin. + +Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû ";Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû";. + +Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda ";xwe kuştiye";, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe. + +Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin. + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li Amedê ji bo Kongreya Îslama Demokratîk ji aliyê koma vexwîneran ve naveroka bangewaziyê ji çapemeniyê û raya giştî re hate xwendin. Metin bi her sê zimanên kurdî, tirkî û erebî hat xwendin. + +Kongreya Îslama Demokratîk wê 10 û 11ê gulanê li Amedê were li dar xistin. + +Di Kongreyê de mijarên wek pêvajoya aştî û çareseriyê, di Îslamê de şer û aştî , di îslamê de jin û di Quranê de bindestî û desthilatdarî dê werin gotûbêjkirin. + +Hate zanîn ku dê ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê û ji gelek deveran zanayên olî tevlî Kongreyê bibin. + +Ev kongre li ser pêşniyara rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatibû rojevê û Ocalan gotibû ";bi giyanê Şêx Saîd û çarçoveya rêkeftina Medînê dikare pêk were";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku eger Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevlî hikûmetê nebê dê şûna wê vala bimîne. Mîranî diyar kir ku YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye. + +Derbarê civînên sibê yên şanda danûstandinan a PDKê ligel aliyên din de ku li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Xelkê Kurdistanê wê sibê nûçeyên xweş bibihîsin";. + +Mîranî herwiha got ";Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê wê were hilbijartin";. + +Derbarê axaftinên ku vê dawiyê di nav serkirdatiya YNKê de tên kirin de û tê de gefa wê yekê dixwin ku ewê reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê vegerînin parlamentoyê, sekreterê polîtbîroya PDKê got ";Destûr bi yek partiyê venagere parlamentoyê û bi yek partiyê jî nayê serastkirin";. + +Fazil Mîranî derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de got ";YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku dewleta serbixwe ya kurdî di rê de ye, wezareta derve ya Amerîka roja sêşemê bersiva vê daxuyaniyê da. + +Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de derbarê daxuyaniyên Barzanî de got ";Yekparçeyîya Iraqê hîn armanca Amerîka ye";. + +Psaki got ";Hûn dizanin ku pêgeha me heta radeyeke mezin nehatiye guhertin. Em li ser piştgirîkirina Iraqeke federal, demokrat, berfereh û yekgirtî berdewam in. Em ji hemû aliyên Iraqê dixwazin ku kar ji bo bidestxistina vê armancê bikin";. + +Daxuyaniyên Barzanî ku di hevpeyvîneke ligel televizyona Skynews a erebî de ragihandin, di demekê de tên ku heftiya borî nûnerê wezareta derve ya Amerîka Brett H. McGurk kar ji bo nêzîkkirina helwestên Bexda û Hewlêrê dan. + +Di bersiva pirsekê de ku gelo daxuyaniya Barzanî nayê wateya şikestina wan hewlên Amerîk, Psaki got ";Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bi dawî nehatine. McGurk hîn hewlên xwe derbarê vê pirsê de berdewam dike";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê hevpeyvîna xwe de got ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û kes nikare vî mafê siruştî ji Kurdan bistîne û rê lê bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mamê hemwelatiyê Rojavayê Kudistanê yê bi navê Mewlûd Nezîr Hac Yûnis ku roja duşemê li sê goşeya navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi guleyekê hat kuştin, Sadiq Hac Yûnis nûçeya malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derewand. + +Malpereke nêzîkî PYDê bi navê ";hawarnews"; li ser zarê Sadiq Hac Yûnis wiha nivîsandiye: ";Piştî ku em ji komîteya têkiliyan (rêveberiya deriyê Pêşabûrê) derketin, peyamnêrê Rûdawê berve min hat û ji min xwest ez bêjim Mewlûd ne ji aliyê pêşmerge ve hatiye kuştin";. + +Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo derxistina rastiya wê nûçeyê telefona Sadiq Hac Yûnis li gundê Zihêriyê yê Rojavayê Kurdistanê kir û wî di bersivê de nûçeya wê malperê derewand. + +Sadiq wiha ji Rûdawê re got ";Li ser sînor peyamnêrê Rûdawê telefona min kir û xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got qisûra min efû bike ez westiya me û ez nikarim biaxifim";. + +Sadiq herwiha got ";Peyamnêrê Rûdawê ji min re negotiye filan tiştî bêje û bi tenê xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got ez westiya me û nikarim tiştekî bêjim";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermedê Kurd Ferhad Tunc û rojnamevanê navdar Hasan Cemal û Erdal Er bi serdanekê gihiştin Rojavayê Kurdistanê. + +Ferhad Tuncel ku li Bakurê Kurdistanê dimîne, roja 13ê mehê berê xwe dabû Qendîlê û li wir ligel rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rûniştibû. + +Herwiha piştî ku ji Qendîlê vegeriyabû, roja 14ê mehê berê xwe dabû bajarê Silêmaniyê û li wir j ligel partiyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê civiyabû. + +Ferhad Tunc, îro 16.04.2014, li ser rûpela xwe ya Twitterê de ragihand ku, ew û rojnamevanên navdar Hasan Cemal û Erdal Er nija li Rojavayê Kurdistanê ne û bi germî ji aliyê xelkê ve hatine pêşwazî kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê xortekî xwe û evîndara xwe kuşt ji ber ku malbata keçikê razînebû ku keça xwe bidin wî da ew her du hevjîniyê pêk bînin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Efrînê ragihand ku xortê bi navê Berzo ji gundê Burc Ebdalo xwe û evîndara xwe ya 18 salî kuşt ji ber ku çend caran daxwaza destê keçikê ji malbata wê kiribû lê malbat razî nebû ku keça xwe bidinê. + +Piştî ku malbata keçikê bi ti awayekî razî nebûn ku keça wan bibe hevjîna Berzo, Berzo û evîndara xwe rêkeftin ku li cihekî dûr ji gund hev bibînin û jiyana xwe bi hev re bidawî bînin. + +Yek ji kesên nêzîkî Berzo ragihand ku ";Berzo û evîndara xwe bi guleyan xwe kuştin, destpêkê Berzo evîndara xwe kuşt û piştire wî jî xwe kuşt."; + +Li gor zaniyariyan jî ji ber ku Berzo alîgirê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê bû malbata keçikê, ku alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne, razî nebûn ku keça xwe bidinê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Berhem Salih ragihand ku danûstandinên wan ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewamin û heta niha ew negihiştine ti rêkeftinekê. + +Di çarçoveya serdanekê de bo polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Berhem Salih di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Gotûbêjên me ligel PDk berdewamin û em ligel kak Mesûd û kak Nêçîrvan jî axivî ne."; + +Herwiha amaje kir ku hê ew ligel PDk negihiştine ti rêkeftinekê desrbarê pêk anîna hikûmetê. + +Derbarê daxuyaniya Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranî, ku gotibû ew dê hikûmtê bêy YNK pêk bînin, Berhem Salih got ku ew çavlirêy gotûbêjan in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibe, Pêncşemê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi gereke din ya danûstandina dike, bo mebesta pêk anîna hikûmetê, li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê jî dê PDK rêkeftinê ligel Tevgera Gorranê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îsalmî ya Kurdistanê îmze bike. + +Berî niha, endamê şanda danûstandinan a PDK Dilşad Şihab ji Rûdawê re ragihandibû: ";PDK ligel wan aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin, rêkeftinê îmze dike."; + +Li gor wê daxuyaniyê jî, ew her sê alî razî bûne bo beşdarîkirin di hikûmetê de, lewma PDK dê rêkeftinê ligel wan îmze bike û her têbîniyek jî hebe dê di civîna sibê de bê yek alîkirin, bi taybetrî yekalîkirina pişka Yekgirtû, ku daxwaz dike ku wezareteke din li şûna Wezareta Kareba werbigire. + +Di vê bare de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtû, Mihemd Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku PDK soz daye ku wê wezaretê bo wan biguhere û got: ";Emê siba rêkeftinê îmze bikin û ji wê zêdetir paşnaxin."; + +Derbarê civînên sibê yên şanda danûstandinan a PDKê ligel aliyên din de ku li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Xelkê Kurdistanê wê sibê nûçeyên xweş bibihîsin";. + +Mîranî herwiha got ";Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê wê were hilbijartin."; + +Herwiha derbarê egere beşdarînekirina YNK jî, Mîranî got: ";Eger YNK beşarî neke, dê şûna wê nemîne vala."; + +Ji aliyê xwe serokê şanda danûstandina ya YNK, Berhem Salih di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Gotûbêjên me ligel PDk berdewamin û em ligel kak Mesûd û kak Nêçîrvan jî axivî ne."; + +Herwiha amaje kir ku hê ew ligel PDk negihiştine ti rêkeftinekê desrbarê pêk anîna hikûmetê. +Derbarê daxuyaniya Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranî, ku gotibû ew dê hikûmtê bêy YNK pêk bînin, Berhem Salih got ku ew çavlirêy gotûbêjan in. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda BDPê ku li meha tîrmeha 2013an bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re hevdîtin pêk anî, ragihand ku Ocalan pêşinyariya kiriye ku, di hilbijartinên şaredariyê de, li bakûrê kurdistanê bi navê partiya BDPê, û li Tirkiyê bi navê HDPê têkevin hilbijartinê, û piştre wê endamên perlemanê yên BDPê tevlî HDPê bibin, û di bin navê HDPê de li tevayî Tirkiyê kar bikin. + +Li ser biryara Ocalan partiya HDPê hat damezrandin, û Sırî Sureya Onder, Levent Tuzel, Ertugrûl Kûrkçû, Erol Dora û Sebahat Tuncel wek perlementer ji BDPê derbasî HDPê bûn, lê li gor encamên hilbijartinê, û tevî ku HDPê nîzîka milyon dengî li Tirkiyê bi dest xwe ve anî, lê nikarî ti şaredariyan bi dest bixe, lê BDPê karî li kurdistanê 11 şaredariyên bajaran, û bi dehan şaredariyên navçiyan bi dest xwe bixe, ev encamên hilbijartinan bandora xwe li ser tevlîbûna endamên BDPê ji HDPê re dike, û nerazîbûneke mezin ji mijarê di nav partiyê de tê jiyan kirin. + +Li gor agahiyên ku tora medya Rûdaw bi dest xwe xistine, gelek rayedarên BDPê nerazîne ku partiya wan tevlî HDPê bibe, ji ber wê jî kongireya tevlîbûna BDPê û HDPê tê bi paş xistin. + +Biryar bû ku piştî helbijartinan partiya Aştî û demokrasî BDP û partiya demokartîk ya Gelan HDP kongreya xwe pêk bînin û gorî çavkaniyan jî dihat payîn ku kongre meha gulanê pêk were û parlementerên BDP ji partiya xwe istifa bikin û beşdarî HDPê bibin. + +Li gorî agahiyên çavkaniyeke nêzikî BDPê ji Rudawê re ragehandine, di nava BDP ê gellek parlementer naxwazin ku ji BDPê îstifa bikin û tevlî HDPê bibin. + +Çavkaniya ku nazwaze navê wî eşkere bibe dibêje li ser istifa kirina parlementeran di nav partiyê de arişeyên mezin hene û ji ber wê jî dibe ku kongire ji bo meha hizîranê bê bi paş xistin. + +Heman çavkanî wê yekê jî radigehîne ku li gellek navenda gellê kurd jî neraziye ku parlementerên BDP tevlî HDPê bibin. + +Çavkanî dibêje ev mesele dê li Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bê gotûbêj kirin û dûv re dê biryarek bê dayîn. + +Pirofîsor û civaknasê Tirk Îsmaîl Beşikçî jî di rojên borî de rexneyên xwe li ser wê tevlîbûnê kir û got, ez wê gavê û partiya HDPê watedar nabînim, pêwîste gelê Kurd li ser xaka xwe Kurdistan siyasetê bike û rêveberiyên xwe lidar bixin, û xwe bi xwe birêve bibin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya Rûdawê (245) îro bi çend mijar û babetên girîng û balkêş ket ber destê xwendevanan. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdaw, her hete roja pêncşemê derdikeve û li seranerê Ewropa xwendevan dikarin bi dest bixin. + +Di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de, serokwezîrê berê yê Libnanê behsa wê yekê dike bê ji ber çi Kurd ji bo welatê wî girîng in. + +Çend babetên taybet bi Kurdên Almanya jî di vê hejmara nû de cih digirin wek pirsa cot-hemwelatîbûn bê gelo li Almanyayê qanûnî ye yan na. + +Herwiha babtek li ser grûpa Ansar al-Îslam ku wek grûpeke ";terorîstî"; li Başûrê Kurdistanê û welatên Rojava tê naskirin, heye ku niha ji nû ve xwe li Swîsreyê ava dikin. + +Li ser Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî, Rûdawê cihek ji bo pirsa îslamiyên Sûriyê û lêborîna ku general Selîm Îdrîs ji Kobanê xwestiye, veqetandiye. + +Di hejmara 245 a Rûdawa Ewropa de, mijarên li ser zêdebûna hejmara penaberan li Başûrê Kurdistanê û yekîtiya partiyên Rojhilatê Kurditanê jî hene. + +Herwiha hevpeyvînek ligel Emîndarê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî hatiye kirin + +Di beşa hunerê de jî, Ebrû Yaşar di hevpeyvîneke Rûdawê de behsa Kurdbûna xwe û jiyan û hunera xwe dike. + +Çend gotarê bi nirx jî hene li ser mijarên cir bi cur. Rûpela ji bo zarokan jî vê carê gelek rengîn e. + +Enqere (Rûdaw)- Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan re got ku wê hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dawiya heftiyê pêk were. + +Pervîn Buldan û parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik, ji bo hevdîtîna bi Ocalan re bi wezîrê dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anîn. + +Buldan derbar hevdîtina bi Bozdag re ji DÎHAyê ragihand ku ewê dawiya vê heftiyê biçin Îmralî û ti astengî li pêşiya wan tine ne. + +Şadna BDP û HDPê herî dawî di 9ê adarê de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. + +Ev hevdîtin wê ya yakemîn be piştî hilbijartinên herêmî. + +Tê pêşbînîkirin di hevdîtina navbera şanda BDP û HDPê ligel Ocalan de, nameya ku KCKê ji Ocalan re nivîsandibûn û herwha encamên hilbijartinên herêmî û rewşa pêvajoya aştiyê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxyaniyekê de girtina endamên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";Hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gaveke istifzazî avêt û nehişt endamên kongreya yekgirtinê vegerin welat";. + +Polîtbîroya PDK-Sê diyar kir ku di 15ê vê mehê de hêzên ser bi PYDê ve grûpeke endamên wan, rojekê di zindanê de hiştin û bi zorê 7 endamên wan vegerandin Başûrê Kurdistanê. + +Di daxyaniyê de hatiya diyaririn ku ";di dîroka navçeyê de ti carî çênebûye ku hêzeke çekdarî hemwelatiyên xwe bi zorê derdixe welatekî din û nahêle vegerin welatê xwe";. + +Polîtbîroya PDK-Sê herwiha got ";Ev gav, destpêkeke ne baş e di mamelekirina ligel partiya me ku di kongreyê de li ser destpêkirina diyaloga biratiyê ligel hemû aliyan û prastina yekrêziya Kurdan tekîd kiriye";. + +PDK-Sê herwiha daxwaz ji PYDê kir ku ";bi cidî çavekî bi tedbîrên xwe re derbas bike ku ligel berjewendiya gelê Kurd û doza wî ya neteweyî naguncin";. + +Derbarê girtina deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê de, polîtbîroya PDK-Sê got ";Girtina Sêmalka ziyanê digihîne berjewendiyên beşeke mezin ji gelê me, ji ber ew deriyekî mirovahî ye û nabe têkeve milmilaneyên teng ên partiyan";. + +Efrîn (Hewlêr)- Yekîtiya Ragihandina Azad a Kantona Efrînê rê neda peyamnêrê Tora Madyayî ya Rûdawê ku merasîma cejna Çarşema Sor a Êzdiyan bişopîne. + +Duh çarşemê dema ku peyamnêrê Rûdawê gihişt gundê Feqîra li Herêma Efrînê ku hemû nişteciyên wê Kurdên Êzdî ne, karmendên ";Ragihandina Azad"; nehişt ku merasîmên cejna sersala Kurdên Êzdî bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê li Efrînê got ku ";karmendên Ragihandina Azad jê re gotine nabê ku ew merasîmê rûmal bike";. + +Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku dema wî serdana navenda Ragihandina Azad li bajarê Efrînê kir, berpirsên navendê jê re gotin ku ne ji desthilatên wan e ku molet û ruxsetê bidin dezgehên ragihandinê. + +Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku ";Ragihandina Azad jê re gotiye ku divê ew serdana asayişê bike da ku di rêya wezareta navxwe ya Kantona Efrînê re moletê ji bo rûmalkirinê werbigre, lê dema serdana navenda asayişê kiriye ti karmend li navendê tine bû";. + +Tevî ku Çarşema Sor, cejna sersala kurdên Êzêdî, cejneke olî ye û ne boneyeke hizbî yan jî siyasî ye, rê li pêş rûmala Tora Medyayî ya Rûdawê hat girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina 2 girtyên siyasî yên Kurd bi navên Mihemed Ebdullahî û Mistefa Selîmî pejirand. + +Çavdêrên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku briyara bidarvekirina Mihemed Ebidullahî (35 sal) ku xelkê bajarê Mehabadê ye û Mistefa Selîmî ku xelkê bajarê Seqzê ye, ji aliyê dîwana bilind a Îranê ve hat pejirandin. + +Mihemed Ebidullahî roja 24ê adara 2010an di mala xwe de hat girtin û li 19ê nîsana 2013an bi tometa ";dijayetiya xweda"; di rêya alîkarîkirina partiyên Kurd ên opozîsiyona Îranê"; di şaxê yekem ê dadgeha Înqîlaba bajarê Mehabadê cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Mistefa Selîmî di 8ê vê meha nîsanê de wek nerazîbnûnekê li er pejirnadina cezayê bidarvekirina wî, ket girevê û hêzên ewlekariyê di îro ew xistin odeya takekesî. + +Mistefa Selîmî xelkê gundê Îlû ya devera Tîleko ya Seqzê ye û bi tometa ";endamê patiyeke kurdî ya dijî rejîmê ye"; li bajarê Nehawend li parêzgeha Loristanê hat girtin. Pişt re bi tometa ";hewldan li dijî ewlekariya neteweyî di rêya dijatiya xweda"; cezaya bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredara bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ragihand ku Tirkiye mercên xweseriya rêveberiyên xweser ya Yekîtiya Ewropa îmze kiriye û îmzekirina van mercan tê wateya ku mafê xweseriyê qebûl kiriye. + +Kişanak ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku tevî ku Tirkiyê ew peymana xweseriya Yekîtiya Ewropa îmzekiriye, lê heta niha ew qanûnên wê bi cî ne anîne û bi van helwestên xwe peymanê vala derdixe. + +Gultan Kişanak destnîşan kir ku pêwîste ew xalên wê peymanê bên pêkanîn û got ";Tiştê herî girîng ewe ku pêwîste xweseriya darayî çêbibe, ji ber ku heta niha ti faydeyeke çavkaniyên aborî yên herêmê ji şaredariyan re tine ye";. + +Hevşaredara bajarê mezin a Amedê da zanîn ku eger rêveberiyên herêmî nûnertiya vîna gel dike, divê tevayî çavkaniyên sererd û binerd ên di nav herêma şaredariyê de radestî şaredariyê bên kirin. + +Dêrik (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Hacî Kalo ragihand ku ew îro sibehê hat azadkirin û bi zorê ji aliyê asayişa bajarê Dêrikê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ji Rojava hat derkirin. + +Hacî Kalo roja 15ê vê mehê ligel 12 endamên din ên kongreya damezirandina PDK-Sê ku li Hewlêrê hat lidarxistin, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, lê ew li ser sînor ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman rojê de asayişê 6 kes birin Dêrikê û her 7 kesên din bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê. + +Hacî Kalo ku di kongreyê de wek endamê komîteya navendî ya PDK-Sê hat hilbijartin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ev 3 roj bûn ew di zindana mezin a Dêrikê de girtî bû û asayişa PYDê lêkolînê ligel wî kir";. + +Hacî Kalo ku xelkê herêma Dêrikê ye diyar kir ku îro asayişa PYDê biryar da wî ji Rojavayê Kurdistanê derbike û got ";Hêzên asayişa PYDê ez anîm ser sînorê Başûrê Kurdistanê di navbera her du gundên Kelhê û Girbalat de û ji min re gotin ku hûn kadirên PDK-Sê bi Rojava ve ne westiyane û xebat nekirine û ti pêwîstya Rojava bi we nîne";. + +Hacî Kalo herwiha got ";Di lêklolînê de ez rastî îşkenceyê ne hatime, lê ez xistibûm odeyeke takekesî de û hemû pirsên wan li ser sedema kolandina xendeqê bûn û ji ber çi PDK-Sê kolandina xendeqê şermezar nekiriye";. + +Endamê serkirdatiya PDK-Sê diyar kir ku ew bi agehdariya asayişa PYDê ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û 500 lîreyên sûrî daye hêzên asayişê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- meha sibata 2014an parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mûşê Sirî Sakik ragihand ku gendelî di hikûmetê de çêbibe yan çênebe ne xema wî ye, ji ber ku eger ew pere ji budceyê neyê dizîn jî wê hemû bibe çek û pê li Kurdan bê xisti. Wê demê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ew rexne kir û got ku kê gotiye gendeliya hikûmetê Kurdan têkildar nake, ew ne raste û Sakik şaş kiriye. + +Roja 16ê nîsanî carek din Sirî Sakik ji aliyê BDPê ve hat rexne kirin, vê carê jî ji ber spasiya rêxistina MÎTa Tirkiyê kiriye. + +Ev çend rojin li Parlementoyaa Tirkiyê qanûna girêdayî karûbar, desthilat û peyrewa rêxistina îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) tê gotûbêjkirin û heta niha li ser 11 xalan lihevkirin çêbûye û hat qebûl kirin. + +Derbarê gengeşeyên li ser qanûna MÎTê de, parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirî Sakik di parlamentoyê de axifî û got ";Cara yekeme di dîroka Tirkiyê de MÎT rêveberiya pêvajoyekî wiha wek pêvajoya aştî û çareseriyê dike û eger ew rêxistin kariye li hemebr ewqas guvêş û êrîşan li ber xwe bide, BDPê wê wek temaşevan nemîne û ez serokê wê rêxistinê Hekan Fîdan û hevalên wî spas dikim";. + +Axaftina Sirî Sakik bertekeke tund ji aliyê BDPê li ser zimanê cîgira serokê koma BDPê li parlamentoyê Perwîn Buldan dît. Buldan bersiv da axaftinên Sakik û got ";Heta ku bûyerên wek Roboskî, Gever, Licê û Parîsê li meydanê be, ti maf tine ye em MÎTa tirkiyê spas bikin û ez bawerim ku hevalê me Sirî Sakik ji ber ku bi şaşî mijar fêm kiriye ev spasî pêşkêşî MÎTa Tirkiyê kir";. + +Buldan di axaftina xwe derbarê karê MÎTê de destnîşan kir ku ";Rojava ji bo BDPê xeteke sor e û heta niha pirsgirêka şandina kemyonên çekan ji aliyê MÎTê ve ji bo rêxistinên Îslamiyên tundrew yên li dijî Kurdan li Rojava şer dikin, nehatiye aşkerekirin û darezandin, dîsa destê vê rêxistinê di kuştina yek ji rêveberên PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de heye û ew mijar jî ne hatiye zelalkirin, tevî ku ew gumanbarê ku hatiye girtin îsbat bû ku wî talîmatên xwe ji MÎTê girtibûn";. + +Perwîn Buldan aşkere kir ku ";eger kesek hebe bê spaskirin, pêwîste rêberê PKKê Abdullah Ocalan be, ji ber ku wî ev pêvajo destpêkir û ew bû sedema ku îro li Tirkiyê ji salekî zêdetir xwîn narije û dayik jî nagirîn, pêwîste di demeke herî nêzîk de ne tenê danûstandinên MÎTê bi qanûnan bê parastin, lê belê bingeheke qanûnî ji aliyê din yê pêvajoyê re jî bê dayîn";. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li Taxa Berçelan a Colemêrgê kûçikekî ket gova pez û di kova pez ku 120 sewal hebûn, 50 sewal kuştin. + +şeva borî li taxa Berçelanê ya Colemêrgê kûçik ket gova pez a malbata Karagoz û 50 sewal kuşt. + +Li gor nûçeya DÎHAy, xwediyê sewalan Cemil Karagoz anî ziman ku li Colemêrgê tenê debara wan sewalkarî ye û ji xeynî vê yekê ti çavkaniyên wan a debarê tine ye. + +Karagoz got ku ";ji ber Kişlaya Leşkeriyê di nava taxê de ye, mirov jî bi şevê nikarin derkevin derve û ji ber kûçikên leşkeriyê ewlehiya wan tine ye";. + +Karagoz herwiha got ";Li vir tenê kuçikên leşkeriyê hene û kuçikên leşkeriyê sewalên me talan kirin";. + +Piştî bûyerê rêveberiya çandiniyê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorran li ser avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin û derbarê vê yekê de rêkeftinek îmze kirin. + +Îro şanda danûstandinan a PDKê ligel şanda danûstandinan a Gorran li Hewlêrê civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. + +Di kongreyê de serekterê polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ew ligel Gorran gihiştine rêkeftinekê dawî û rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin. + +Ji aliyê xwe ve serokê şanda danûstandinan a Tevgera Gorran Omer Seyid Elî daxwaz kir ku hemû aliyên serkeftî di hilbijartinan de tevlî hikûmetê bibin. + +Elî herwiha got ku heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê kargêrî yê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, derkirina endamê serkirdatiya partiya wan Hacî Kalo ji aliyê asayişa Dêrikê ve şermezar kir û wek ";tolhildaneke siyasî"; bi nav kir. + +Îro sibehê endamê serkirdatiya PDK-Sê Hacî Kalo piştî ku 3 rojan di zindana mezin a bajar Dêrikê ya asayişê de girtîbû, hat azadkirin. + +Kalo ji Rûdawê re got ku ew ji aliyê asayişa PYDê ve bi zorê ji Rojavayê Kurdistanê hat derxistin. + +Mihemed Îsmaîl derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew karê ku PYDê dike ji aliyê hemû kesekî ve tê şermezarkirin û bi ti awayekî xizmeta yekîtiya gelê Kurd nake, ji ber ku bi ti awayekî nabê kesek ji cih û war û ji nav malbata xwe ve bi zorê bê derxistin";. + +Îsmaîl herwiha got ";Derkirina endamên me ji aliyê PYDê ve tolhildaneke siyasî ye û gaveke gellekî metirsîdar e, ev yek jî ji ber helwesta partiya me ya neteweyî û niştimanî. Em vê yekê bi ti awayekî qebûl nakin";. + +Hacî Kalo ji Rûdawê re diyar kir ku ";di dema lêkolînan de, asayişa PYDê li ser sedema kolandina xendeqê jê dipirsîn û digotin ji ber çi heta niha PDK-Sê kolandina wê xendeqê şermezar nekiriye";. + +Li ser vê yekê, berprisê kargêrî yê polîtbîroya PDK-Sê got ku ";PYDê, deriyê Sêmalka ku deriyeke fermî ye û xelk hatin û çûnê tê de dikin û alîkariyên mirovahî di rêya wê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, bi aşkere digire, lê ew li dijî kolandina xendeqekê ye ku armanca wê rêgirtine li karê qaçaxçîtiyê";. + +Derbarê xendeqê de û ji ber çi heta niha PDK-S bi fermî daxuaniyek dernexistiye, Mihemed Îsmaîl got ";Kolandina xendeqê biryareke girêdayî Herêma Kurdistanê ye û em nikarin ji wan re bêjin ji ber çi hûn xendeqê li ser sînorê xwe dikolin û mafê PYDê jî tine ye ku bêje çima dikole, ji ber ku dema PYDê mexferan li ser sînor bi cih dike û sînor digire, Herêma Kurdistanê jê re nabêje ji ber çi te wiha kiriye";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftinê. + +Piştî rêkeftina PDK û Tevgera Gorran, PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li ser pêkanîna hikûmeta nû li hev hatin û rêkeftin îmze kirin. + +Serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê Fazil Mîranî û serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya Komelê Ebdilsetar Mecîd, piştî civîna her du şandan ji rojnamevanan re ragihandin, PDK û Komel li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmetê li hev kirine. + +Li gorî naveroka rêkeftinê, di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenek dê bibe para Komelê. + +Ebdilsetar Mecîd jî ragihand, Komelê biryar daye bi wergirtina wan wezaretan beşdarî hikûmeta nû bibe lê paşê dê li gorî hêza xwe hinek rêveberiyên din jî werbigirin. + +Nêzîkî 7 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorranê ku di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an ên Herêma Kurdistanê de wek hêzên yekem û duyem ên Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin, li ser pêkanîna hikûmetê û parvekirina postên kabîneya heştem rêkeftinek îmze kirin. + +Li gorî naveroka rêkeftina navbera PDK û Tevgera Gorranê ku îro li Hewlêrê hat îmzekirin, her du aliyan li ser ";derbaskirina rewşa niha ya Kurdistanê, xizmeta gelê Kurdistanê û encamdana berpirstiya netewî"; li hev kirin. + +Naveroka rêkeftinê wiha ye: + +Ji ber xatirê berjewendiyên bilind ên gelê me û cîbicîkirina berpirstiya netewî û niştimanî bo derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, anîna qonaxeke nû ya rêveberiyê ku armanca wê yekem xizmeta welatiyan e, em li ser xalên jêrê li hev hatin: + +Yekem: Pêkanîna hikûmetek binfireh û yekgirtî ku nûnertiya îrade û dengên hemû gelê Kurdistanê bike û hurmeta encamên hilbijartinan bigire, + +Duyem: Pêkanîna lêjneyek hevbeş ji hemû aliyên beşdarî di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dariştina bernameyek hevbeş a hikûmetê li ser bingeha reform û binecîkirina sazîbûnê li Herêma Kurdistanê, + +Sêyem: Aktîfkirina rola Parlamentoya Kurdistanê di encamdana erkên xwe de bi awayekî ku bikaribe bi şêweyekî serbixwe di dariştin û derxistina qanûan, çavdêrîkirin û lipeyçûna karên hikûmetê de tevbigere. + +Çarem: Cîbicîkirina prensîba şirîkatiyê di desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê de da ku hemû aliyên beşdar di hikûmetê de bibin şirîkê rasteqîn ê desthilat û cîbicîkirina biryaran. Li ser vê bingehê Tevgera Gorran bi vî rengî beşdarî hikûmetê dibe: + +a-Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê +b-Wezareta Pêşmerge +c-Wezareta Darayî û Aborî +d-Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê +e-Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî +f-Serokatiya Desteya Berhemanînê +g-Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin. + +Pêncem: Her du alî piştgiriya serxistina hemû bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi şêweyekî ku zaminê parastina azadiya ramanê, ewlehiya siyasî û çûna ber bi hilbijartinên zelal û dûrî fişar û cezayekî siyasî be. Bi vî awayî hefteya bê dê Parlamentoya Kurdistanê bicive da ku serokatiya parlamentoyê hilbijêre. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê, +Tevgera Gorran +17.04.2014 +Hewlêr + +Dihok (Rûdaw) – Lêjneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr û nerazîbûnên li hember vê yekê ragihand, asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê xelat sor e. + +Lêjneya ewlehiyê ya parêzgeha Dihokê, li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava daxuyaniyek da. + +Li gorî daxuyaniyê ku nusxeyek wê ji Rûdawê re hatiye şandin, lêjneya ewlehiyê ya Dihokê biryar daye, bo xatirê parastina ewlehiya bajar û deverên Herêma Kurdistanê, derzeke metirsîdar li devera sînorî ya Sihêla tijî bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew fişar û nerazîbûnên ku li dijî kolandina xendeqê tên nîşandan, fişara hêzên derve li dijî Herêma Kurdistanê ne ";lê em hemû aliyekî piştrast dikin ku asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê xeta sor e."; + +Tê zanîn, piştî kolandina xendeqê li se sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi tundî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabû, her wiha hinek partiyên Başûr jî piştgirî dan PYDê. + +Di daxuyaniya lêjneya ewlehiyê ya Dihokê de hatiye ziman ku di demên borî de ew hêla sînorî ji ber ku deşt e, bi zehmet dihat kontrolkirin û tê re qaçaxçî û bazirganiya madeyên hişber, çek û teqemenî dihat kirin her wiha derzek metirsîdar bû ku komên terorîstî dikarîn bi hêsanî derbasî na vî aliyê sînorî bibin. + +Di beşek din a daxuyaniya lêjneyê de wiha hatiye gotin: ";Mixabin PYD û hinek aliyên nav Herêma Kurdistanê dixwazin xelkê bixapînin. Lê em wan aliyan hişyar û agahdar dikin ku ev hewlên wan li dijî serweriya Herêma Kurdistanê ye û xizmeta parastina ewlehî û aramiyê nake."; + +Li gorî daxuyaniyê, xwepêşandanên alîgirên PYDê yên li ser sînor wek derxistina alozî û fitnetiyê hatiye nirxandin û hatiye gotin ku ew bi tundî PYDê hişyar dikin ku bi asayişa Herêm û canê welatiyan nelîze û li hember her bûyerekê berpirsiyar in. + +Lêjneya ewlehiyê ya Dihokê her wiha ragihandiye ku helwesta hinek aliyên Herêma Kurdistanê li hember kolandina xendeqê, li ser bingeha niyetek xirab e û li pişt vê aloziyê pilanên şêlû hene, armanca wê jî têkdana aramî û ewlehiyêya Herêma Kurdistanê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkeftina tîma Real Madrid di lîstika dawî Kûpa Şahê Spaniya de li himber tîma Barselona û bidestxistina nasnava (Kopa Del Rey) rojeva rojnameyên Spaniyayê bû. + +Rojnameya Marka ya Spanî wêneyekî mezin yê lîstikvanê R. Madrid, Bale li ser rûpela xwe ya destpêkê danîbû û ligel wêneyekî golparêzê R. Madrîd Kasilas. Herwiha Marka balkişand li ser bileziya Bale, yê ku gola serketina R. Madrid tomar kir, û ragihand ku navhatî di kêmtir ji yek xulekê de 58 metir derbas kirin û gola serkeftinê tomar kir. + +Li aliyek din rojnameya As wêneyekî mezin yê golparêzê R. Madridê, Kasilas belav kir ku kûpa Şahê Spaniyayê hilgirtibû, herwiha amaje dike ku Bale zilamê wê lsîtikê bû piştî ku gola serkeftinê di xuleka 84an de li ser Barselona tomar kir. + +Herwiha As amaje kir ku niha tîma R. Madrid ji nû vegeriya asta xwe ya normal, di himber de rahênerê R. Madrid Karlo Angelotti got: ";Niha me nasnava yekem bidest xist, pêwîste em hevrikiyê li ser nasnavên din bikin."; + +Rojnameya Sport ji aliyê xwe wêneyekê stêrka Barselona, Messi, li ser rûpela xwe ya destpêkê weşand û nivîsî: ";Ev serdem bidawî hat û serdemeke nû destpêkir";, herwiha serdêrekî din jî nivîsî: ";Real kûpa bir û serdemek bitemamî bidawî anî."; + +Herwiha Sportê balkişand ku golek bi tenê ne bes bû bo Barselona li himber êrîşên R. Madrid, herwiha amaje kir ku pêwîste guhrtinên mezin di nava tîma Barselona de bên encamdan û amaje bi astê xirab yê Messi jî kir. + +Li aliyê din rojnameya Mundo Diportivo nivsiye ku Barselona hefteyeke gelek xirab derbas kir ku tê de him ji Şampyoniyaya Ewropayê derket û him di La Ligayê de jî şikest. + +Mundo Diportivo wêneyekî lîstikvanê Barselona, Nimar jî belav kir ku li ser erdê rûniştiye û serê xwe tewandiye. + +Herwiha medyaya Spaniyayê ragihand ku dema îro lîstikvanên Barselona berê xwe didan yarîgeha xwe ku dest bi rahênana xwe bikin, hogirên Barselona yarîzanên xwe bi xeber û gotinên nexweş pêşwazî kirin, lewma yarîzanên Barselona neçar bûn di deriyê pişt yarîgehê ve derkevin û rahênana xwe nekirin + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de hewlesta xwe li himber rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pirsa pêkanîna hikûmetê ragihadnd û got ku wan pêşbîniya vê yekê dikirin û hemû rê jî li pêş biryara YNK vekirî ne. + +Îro, 17.04.2014, PDK û Tevgera Gorranê di kongreyeke rojnamevanî de ragihandin ku li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rê keftin. Di vê barê de, YNKê ragihand ku wan berî niha pêşbîniya rêkeftina PDK û Gorranê kiribûn. + +PDK û Gorran li ser parvekirina postên hikûmeta nû rê keftin û li gor wê rêkeftinê Gorran dê postên: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Serokatiya Desteya Berhemanînê û hinek saziyên din ku paşê tê eşkerekirin, werbigire. + +YNKê di daxuyaniya xwe de li himber vê rêkeftinê, ku li ser malpera wê ya fermî hatiye belavkirin, ragihand ku ew tekezî li ser helwesta daxuyaniya civîna dawî ya polîtburo û serkirdatiya YNKê dikin, ku îro şanda danûstandinan a YNêK gihandiye Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî. + +Herwiha YNKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku niha polîtburoya wê mijûlî şîrovekirin û gotûbêjkirina vê rêkeftina siyasî ye û ";Bêguman dê YNK li ser hemû pirsan birayar xwe di dema wê de ragihîne."; + +Di dawiya daxuyaniyê de YNK wiha ragihandiye: ";Bêguman hemû eger li pêş biryara siyasî ya YNK vekirî ne."; + +PDK ligel Komela Îslamî ya Kurdistanê jî rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê wê Komel di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenekê werbigire. + + +Colemêrg (Rûdaw) - Li çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, li hember çêkirina qereqol û tevgera leşkerî 11 roj in ku berxwedana gel heye bi serketî bi encam bû. Piştî Waliyê Colemergê gav paşde avêt Rêxistina BDP’ê ya Bajêr çalakî ji bo niha bi dawî kir. + +Li dijî çêkirina kalekola li çiyayê Meskan û tevgera leşkerî ya li herêmê di 6’ê Nîsanê de li ser banga BDP’ê welatî ber bi çiyayê Meskan ve ku ketibûn rê ji 7 salî heta 70 salî bi sedan welatiyan dest bi berxwedaneke bi rojan kirin. Gel bi şev û roj deh rojan li çiyê nobet girt. + +Di meşa 14’ê Nîsanê de bi sedan welatî amade bûn û tevî hemû zext û êrîşên leşkeran jî piştî 4 saetan gihiştin lutkeya çiyê. Walî ku bi rojan ji hevdîtinan reviya piştî berxwedana gel bi xwe ji BDP’yiyan daxwaza hevdîtinê kir. + +Welatiyê bi navê Selahattîn Sayan ê ji serê xwe birîndar bibû îradeya xwe ya di berxwedanê de wiha anî ziman, "Em li çiyayê Meskan li ber xwe didin. Heta em encam bigirin wê berxwedana me bidome."; + +Waliyê Colemergê Kalkan ê bi rojan kes wek muxatab qebûl nedikir, piştî berxwedana gel gav paşde avêt û sûc avêt ser Fermandariya Bejayî ya Leşkerî. Walî diyar kir ku wê leşker ji herêmê vekişin. Li ser vê yekê rêveberiya bajêr a BDP’ê diyar kirin ku çalakiya wan bi serketî encam bûye û niha dawî li çalakiya xwe anîne. Di heman demê de BDP’yiyan diyar kirin ku eger tevgereke leşkerî bibînin wê careke din dest bi çalakiya xwe bikin. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê piştî xwepêşandan û daxuyaniya komeke girseyî ya gêncan, bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin bi molotofan hatin şewitandin. + +Şeva borî Civata Gêncên Dêrsîmê ya BDPê ku li Kolana Hunerê li hev civiyan, di bin navê pankarta ‘Em ê Rê Nedin Mêtingeriyê û Têkçûna Nirxên Me yên Rewiştî û Pîroz’ heta Meydana Seyîd Riza xwepêşandanek saz kirin. Piştî xwepêşandanê li meydanê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ";Li Dêrsîmê êrîşên li dijî civakê, bi navgînên şerê taybet ên wekî laşfiroşî û sîxurkirinê tên berdewamkirin";. + +Girseyê li dijî bîraxaneyên ku garsonên jin didin xebitandin, dirûşm berz kirin. Piştî daxuyaniya ku tê de dihat gotin ku ‘dê li hemberî ti êrîşekê bêdeng nemînin’; gêncên rûyên wan nuxumandî bi kevir û molotofan êrîşî bîraxaneyan kir. + +Piştî şewitandina du bîraxaneyan, çalakvan rastî mudaxeleya bi ava şid û gaza îsotî ya polîsan hat. + +Di encama molotofên çalakvanan de 2 bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin agir pê ketin. Bîraxaneyên ku agir pê ketin, pêş mudaxeleya agirkujê wesayîtên bi zirx (TOMA) şewata bîraxaneya yek bi temamî ya din jî beşekê şewateya wê vemirand. + +Di dirêjiya daxuyaniya çalakvanan de dihat îdîakirin ku ";bîraxaneyên garsonên jin dixebitînin, di bin navê garsoniyê de laşfiroşiya wan jinan dikin";. + +Pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de heta nîvê şevê li nav kûçeyên ku rêyên wan derdikevin ser Kolana Cûmhûriyetê berdewam kir. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Girtiyekî siyasî yê Kurd bi tometa ";endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike"; li Kirmaşanê hat bidarvekirin û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyariyê dide. + +Simko Xorşîdî duh sibehê li zindana Dîzêl li Kirmaşanê hat bidarvekirin û bi gotina çavdêrn mafên mirovan ên Kurdistanê, heta niha malbata wî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye. + +Simko ku xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di 28ê adara 2013an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Tehranê ve hat girtin. Bi gotina çalakvanên mafên mirovan, hêzên ewlekariyê di dema girtinê de teqe lê kirin û ew bi birîndarî girtin. + +Simko Xorşîdî piştî ku çend mehan di zindana îstixbarata bajarê Sine de bû, ew veguhestin zindana Seqizê û di nîsana 2012an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ve bi tomete ";endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike"; cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê ya sereke li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê cezayê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyarî da û bang li rêxistinên navdewletî kir ku derbarê vê yekê de bêdeng nemînin û gavên bilez bavêjin. + +Heftiya borî dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî pesend kir. Ebdullahî ji aliyê şaxê yekem ê dadgeha Mehabadê bi tometa ";endamê partiyeke kurdî ya neyarê Komara Îsalmî"; ye cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Mihemed Ebdullahî yê 33 sal, xelkê bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye û di 24ê cotmeha 2010an de bi guleyên hêzên ewlekariyê yên bajarê Mehabadê hat birîndarkirin û piştî ku li nexweşxaneyeke leşkerî ya Ormiyê hat dermankirin, ew birin zindana Supayê Pasdaran li Ormiyê û piştî lêkolînê ew veguhestin zindana Mehabadê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Altan Tan hişyarî da partiya xwe û ragihand ku eger BDPê tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe divê raya parlamenter û endamên xwe bistîne. + +Altan Tan tevlî programeke CNN Turk bû û derbarê pirsa tevlîbûna BDPê di nav HDPê de got ";Eger BDPê tevlî HDPê bibe ez bi tenê namînin û ezê jî tevlî HDPê bibim, lê pêwîste di şêwaz û mîkanîzma vê tevlîbûnê de raya parlamenter û hevserokên şaredariyan ên BDPê bê standin";. + +Ji ber ku Gultan Kişanak bûye hevseroka şaredariya bajarê mezin a Amedê, niha BDPê bê hevseroka jin maye, lewra pêwîste kongreya xwe li dar bixe. + +Derbarê vê yekê de Altan Tan got ";Dibe ku di kongreyê de biryar bê standin ku BDPê were hilweşandin û tevlî HDPê bibe";. + +Altan Tan herwiha got ";Em ne li dijî biryara tevlîbûnê ne, lê ez tenê dibêjim bila ev biryar bêy wergirtina nêrîn û raya parlamenter û hevserokên şaredariyan ên BDPê neyê dayîn. Divê em bizanbin wê hevserok û kadir kî bin, eger hevalên me bêjin hemû tiştek dê wek berê be, bila ew berdewam bikin û emê jî biçin malê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî kuştina du Kurdên Şebek li Mûsilê di her dû rojên borî de,hejmara Kurdên Şebek ên ku ji destpêka vê salê ve li Mûsilê hatine kuştin gihişte 30 kesî, hejmara giştî ya kuştiyên Şebek jî li sernaserê wê parêzgehê gihişte 1 heza û 380 kesî, ji bilî ku di heyama 8 salên borî de 7 hezar malbat ji tirsa êrîşên Musilmanan ji Mûsilê reviyane. + +Nênerê Şebek di encûmena parêzgeha Mûsilê de, Gezwan Dawdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji encama êrîşên berdewam ên grûpên radîkal li ser gundên Îzîdî û Şebekên Mûsilê, ji sala 2006an ve û heta niha 7 hezar malbatên Şebek, ku şêniyên taxên Gerac Şîmal, Teimîm, Neynewa Şerqî û Cezayirê bûn, ji Mûsilê reviyan û niha li kampên Tîbe, Zehra, Gedîr û Nûr li sînorê Bertela û Başîqe bi cih bûne."; + +Derbarê hejmara wan Kurdên Şebek ên ku heta niha hatine kuştin, Gezwan Dawdî got: ";Ji destpêka îsla ve û heta niha 30 Kurdên Şebek li Mûsilê hatine kuştin û hejmara kuştiyên Şebek li wê parêzgehê gihiştiye 1 hezar û 380 kesî, duh jî Kurdekî Şebek hat kutşin û pêr jî yekî din hat kuştin."; + +Navbûrî diyar kir jî ku: ";Ew grûpên radîkal gef li Kurdên Şebek xwearina ku ji Mûsilê derkevin û piştî ku ji Mûslê reviyan li ser xaniyên wan nivîsîne ";Ne ji bo kirîn û ne ji bo fiotinê"; ye."; + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çar bombeyên çandî li taxa Eskerî li bajarê Kerkûkê teqiyan û di encam de 3 polîs birîndar bûn. + +Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro 18.04.2014, danê nîvro, çar bombeyên çandî li taxa Eskerî li Kerkûkê teqîn";, wehrwiha aşkere kir ku ew bombe dema ku ji aliyê polîsan ve dihatin pûçkirin, teqiyan. + +Serhed Qadir ragihand jî ku: ";Ji encama teqîna wan her 4 bombeyan 3 birîndar ketin"; û ew bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Guwêlan a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, agir girte çend çadiran û di encam de 2 kes birînar bûn û 5 çadir şewitîn. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro pişî nîvro ji ber konataka elektrîkê agir girte 5 çadirên kampa Guwêlanê ya li nêzîk bajarokê Berderşê. + +Di encama şewata her pênc çadiran de, jinek û zarokek birîndar bûn û 5 çadirên koçberan jî şewitîn. + +Yek ji koçberên di nava kampê de ji Rûdawê re ragihand ku koçberan agir vemirandin berî ku otombîla agirvemirandinê bigihe. + +Kampa Guwêlan yek ji wan kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 3 hezar koçber tê de dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê Partiya Demokrara Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) civiya, lê wê şandê serdana berpirsên YNKê nekir. + +Îro şandeke PDK-Sê ku ji sekreterê wê partiyê Siûd Mela û endamên polîtbîroyê Ebdilbasit Hemo, Beşar Emîn, Mihemed Îsmaîl û Ebdilkerîm Mihemed pêk tê, serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê PDPKSê Ebdilhemîd Hec Derwîş civiya. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";serdana wan serdanke dostane bû û armanc jê bihêzkirina têkiliyên navbera PDK-Sê û PDPKSê û herwiha aktîvkirina karên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû. + +Mihemed diyar kir ku di civînê de her du aliyan tekîd li ser aktîvkirina rola ENKSê li Rojavayê Kurdistanê kir ku heta niha nikariye kongreya xwe li dar bixe. + +Di vê serdanê de şanda PDK-Sê ne ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ne jî ligel hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li bajarê Silêmaniyê ye, civiya. + + +Merîwan (Rûdaw) – Hat zanîn, li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, di nav 10 rojan de 8 kes ";bi awayên tarî"; hatine kuştin. Alîkarê serokomarê Îranê jî soza lipeyçûna wan bûyeran daye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav 10 rojên borî de li deverên cur bi cur ên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 8 kes bi awayên tarî hatine kuştin. Tê gotin, hemû ew kesên ku hatine kuştin bi werîsan hatine daliqandin û ";wisa didin xuyakirin ku bûyer xwekujî ye";. + +Pijîşkiya dadê yê bajarê Merîwanê jî ragihandiye, heta lêkolînên derbarê wan bûyeran de xilas nebin nikarin tiştekî bêjin û agahî bidin. + +Çalakvan û nûnerê berê bajarê Merîwanê li Parlamentoya Îranê Ebdullah Sohrabî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, heta niha tiştek eşkere nîne û nayê zanîn ka ev bûyer çawa çêbûne. Baweriya min bi berpirsên parêzgeha Sine tine ji ber ku ne pispor in jî cihê baweriyê ne. + +Ebdullah Sohrabî, da zanîn, li ser vê bûyerê bi alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên ayînî û etnîkî de Elî Yûnisî, hevdîtin pêk aniye û ew ji bûyerên han agahdar kiriye û ragihand, ji Yûnisî re pêşniyar kiriye lêjneyekê bo şopandina bûyerên Merîwanê pêk bîne, wî jî soz daye bi rêya parêzgariya Sine re bûyeran lêkolîn bike. + +Çalakvanê sivîl Ubeyd Zarêî, ji Rûdawê re got, xelkê bajêr gellekî ditirsin, heta niha nayê zanîn ka ew kesên han çima mirine. + +Navnîşanên kesên ku di nav 10 rojên borî de li Merîwanê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: + +Xortê 20 salî yê bi navê I.W., li devera Zirêbarê, +Xortekî 30 salî, li gundê Neçê, navê wî nehatiye zanîn, +Zilamekî 40 salî, bi navê I. li taxa Mûskî ya Merîwanê, +Zilamekî 32 salî bi navê B.B., li mala xwe de miriye +Zilamekî 30 salî, li ser pira gundê Lencawa, navê wî nayê zanîn, +Zilamekî 30 salî bi navê D.X., li devera Kanî Diyar, +Jin û mêrek, navên wan nehatiye zanîn, li ser rêya Esrawe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê Mihemed Pênciwînî, ragihand, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî rizamendî nîşan daye bo nehîştina aloziyên navbera PKK-PYD û PDKê bi rayedarên PKKê re hevdîtinan bike. +Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê û yek ji damezirênerên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Mihemed Pênciwînî, ragihand bi mebesta çareseriya nakokî û aloziyên vê dawiyê di navbera PKK-PYD û PDKê de li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûye, bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye. +Mihemed Pênciwînî, ji Rûdawê re got, wî li ser daxwaza PKKê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye û da zanîn, Nêçîrvan Barzanî jî amadehiya xwe û partiya xwe nîşan daye ku bi rayedarên PKKê re bicivin. +Li gorî wî siyasetmedarê kurd ku wek kesekî nêzîkî Ocalan û PKKê tê nasîn, rayedarên PKKê her dem amade ne bi berpirsên PDKê re bicivin. +Pênciwînî her wiha ji her du aliyan xwest, ew şerê ragihandinê yê vê dawiyê ku ji ber kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava di navbera PKK-PYD û PDKê de çêbûye, bidawî were. +Ji aliyekî din, hevserokê Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed, li ser hewlên navbeyinkariyê yên Pênciwînî bo çareserkirina nakokiyên navbera PKK-PYD û PDKê li ser Rojava ji Rûdawê re got, her gava ku pêwîst bike em amade ne bi birayên xwe yên Başûr re bicivin, ti dujminahiyeke me bi wan re nîne. +Ebdilselam Ehmed her wiha diyar kir ku ew dixwazin birayên wan ên Başûr di parastina destkef û kantonên Rojava de alîkariya wan bikin. +Li gorî Ehmed, alozî û nakokî bi xêra ti aliyekî Kurdistanî nîne. + +Amed (Rûdaw)- Li gorî saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyê, Amed di nava bajarên ku ji jiyana xwe ne memnûn de ye. + +Li gorî lêkolîna vê saziyê, bajarê Amedê xelk ji aliyê memnûniyeta jiyana xwe ve di rewşeke neyînî de ye. Gelek sedemên cûda yên vê encamê hene. + +Xelkê Amedê gelek bûyerên giran ên siyasî, civakî û aborî derbaskirine û bivê nevê ev bûyer bandorê li bin hişê mirovan dike û dêrûniyê têk dibe. + +Her çiqas rêjeya Amedê ya li tevahiya Tirkiyê kêm be jî, li gorî bajarê Bakurê Kurdistanê keyfxweşiya mirovan li Amedê bilind e. + +Li Amedê rêjeya mirovên ku keyfxweşin %48 e. Ev jî tê wê wateyê ku li Amedê mirov bi piranî ne keyfxweşin. + +Lê dîsa jî li gorî pisporan, lêkolînên bi vî rengî her dem encameke tekez nadin. + +Enqere (Rûdaw)- Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya piştî 21 salan vegeriya Tirkiyê. Kaya bi balafirê gihişt balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê. Kaya li vê derê di bin çavdêriya polîsan hate dadgeha giran ya Enqere û li vê derê îfade dan dozger. + +Dema hatina Yaşar Kaya ya li dadgehê gellek rojnamevan, malbata kaya, nivîkar Îsmail Beşikçî, cîgirê serokê HAK-PARê Celal Yildiz û parêzerê wî Lewend Kanat pêşwaziya wî kirn. li ser navê malbata Yaşar Kaya hevjîna wî Yurda Alaca daxuyaniyek da rojnamevanan. + +Yurda Alaca wha got ";Ez pir şad dibim tabî hate welatê xwe, ciyê xwe, mala xwe û doza xwe, ew xwediyê doza xwe bû û bîst salin li dervey welat bû. Yaşar mirovekî pirr demokrat e. pirr aştîxwaz e. Yaşar qet tifing ne daye destê xwe. Tiştekî çewt nekiriye. çi gotiye ji bo demokrasiyê ji bo biratiyê ji bo aştiyê û ji bo lihevhatinê gotiye";. + +Yaşar kaya ji ber rewşa tenduristiya wî ya ne baş bi sendelyê birin salona dadgehê, di dema çuyîna salona dadgehê de jî Yaşar kaya daxuyaniyek da çapemeniyê Kaya got ez bi hatina Tirkiyê gellek keyfxweş im. + +Ssiyasetmedarê Kurd +Yaşar Kaya wiha got ";Gelî heval û dostan, ez jî weke we zemanekî endamê çapemeniyê bûm. Piştî 21 salan vegeriyana min ya Tirkiyê helbet min gellek memnûn dike";. + +Amed (Rûdaw)- Piştî ku li Tirkiyê bi awayekî qanûnî qedexeyên li ser zimanê kurdî rabûn, di nexweşxaneyan de xizmeta tenduristiyê bi kurdî jî destpêkir. + +Berê tenê şaredariyên BDPê xizmeta pirzimanî didan, lê Nexweşxaneya Zarokan a Amedê jî bi 4 zimanan dest bi xizmeta tenduristiyê kir + +Derbarê vê yekê de berpirsyarê kordînasyona nexweşxaneyê Hidir Kurt ji Rûdawê re got ";Pêşî nexweşxaneya me ya Diyarbekir destpêkir. Em dixwazin li ser tenduristiya hemwelatiyan bi zimanê xwe, xwe îfade bikin, nexweşiya xwe, derdê xwe ji bijîşkan re baş îfade bikin û derman ji derdê xwe re bibînin";. + +Bijîşkên li nexweşxaneyê jî êdî xizmeta tenduristiyê bi zimanê xelkê didin. Bijîşkê Zarokan Muhamed Erol got ";Piştî ku em bi tirkî ji wan re dibêjin dema fêm nekin, nexweşiyê jî fêm nakin. Dema nexweşiyê fêm nekin baweriya wan bi me çênabe. Dema em bi kurmancî ji wan re dibêjin, baweriya wan bi me çêdibe û nexweşiyê jî fêm dikin";. + +Di têketina nexweşxaneyê de jî şêwirgeh hatine avakirin û kesên bixwazin dikarin bi kurdî xizmetê bibînin. + +Kesên têne nexweşxaneyê jî hem bi nivîsên kurdî û hem jî bi axaftina kurdî ya bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêfxweş dibin. + +Rêveberên nexweşxaneya zarokan dixwazin xizmeta pirzimaniyê li nexweşxaneya wan bi sînor nemîne û xizmeta bi kurdî û zimanên din li hemû nexweşxaneyan belav bibe. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Deriyê Sêmalka bûye mijara sereke ji hemwelatiyên Qamişlo re. Vê dawiyê rêveberiya deriyê Sêmalka ku girêdayî kantona Cizîrê ye, derî ji aliyê xwe de girt. Partiyên Rojavayê Kurdistanê jî li ser vê mijarê nêrînin cuda didin + +Serkirdeyekî Partiya Komonîstên Kurdistanê ku yek ji pêkhateyên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ye dibêje ku divê deriyê Smalka dûr nakokiyên siyasî û ne girêdayî pirsgirêkên navbera partiyan be. + +Bandora girtina derî ne tenê ser tevgera xelkê ye, lê li ser aboriya bajarê Qamişlo jî banor kiriye heye. + +Rêveberiya deriyê Sêmalka dibêje ku heta kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê deriyê Sêmalka neyê vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa Rojavayê kurdistanê ber bi tesîd û gerimkirinê ve diçe di van demên dawî de, bi taybet di nava alîgirên PDK-S û PYDê de li ser vê rewşa ne normal û ne ewleh. + +Mihemed Emîn Penciwênî kesayetiya nêzîkî PKKêû yek ji damezrênerên Kongira Neteweyî ya Kurd (KNK) ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî însyatîvek heye ji bo dîsa danûstandin û hevdîtin di navbra PDK û PKKê de çêbibin û nêzîk bûn û xweşiyek bikeve di nava têkiliyên herdû aliyên Kurdistanî de. + +Hevserokê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Em ne dijminê hev in, em birayê hev in, bêguman danûstandin tiştek erêniye, çi gav ber bi aştiyê û birayetiyê ve hebe em jê re amade ne, em jî divên birayên me li Rojavayê Kurdistanê bi me re van bi destveaniyên me di kantonan de biparêzin, ji ber ev tesîd û gerimkirina tê kirin ne di xizmeta çi aliyên Kurdistanî de y";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya cîbicîkar a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Rakan Ebdî li bajarê Serê Kanê yê Rojavayê Kurdistanê ji hewleke revandinê rizgar bû. + +Rakan Ebdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja înê dora saet 10ê şevê dema ku ew ji navenda Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) derdiket û berve mala xwe diçû, rastî hewleke revandinê hat. + +Ebdî da zanîn ku ";dema ew gihişt cadeya Sabir li nêzîk navenda berê ya istixbaratên leşkerî, motorekî ku du kes lê siwar bûn rê li otomobîla wî girtin û di bin gefa çekan de û bi zimanê kurdî xwestin wî bi otomobîla wî ve birevînin";. + +Ebdî diyar kir ku dema ew ji otombîla xwe daketibû, kilîtên wê dûr avêtibûn da ku revîner nikaribin wê bikar bînin û got kesekî çek xistibû serê wî û yê din li wî dixist, lê wî karî xwe ji nav destên wan rizgar bike. + +Ebdî got piştî ew ji nav destên wan reviya xwe gihand xwarngeheke nêzîkî cihê bûyerê ku du endamên asayişê lê rûniştîbûn. + +Ebdî ku endamê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd e, got ku endamên asayişê hewladan revîneran dan, lê bi gotina wan ew ji ber çavan winda bûn. + +Ebdî ku herwiha endamê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye ye aşkere kir ku revîneran Laptopa wî birine û paşê bi rûpela wiya Facebookê lîstine û ev yek bi gotina wî diyardike ku bûyera hewla revandina wî bi armanceke siyasî hatiye encamdan. + +Ebdî got ew ti aliyan tohmetbar nake, lê da zanîn ku wî li navenda asayişê gotiye eger aliyekî sêyem di bûyerê de hebe, ew ji bo alozkirina pêwendiyên di navbera her du encûmenên kurd e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran û Kemala Îslamî ya Kurdistanê ragihandin ku heftiya bê wê civîna Parlamentoya Kurdistanê bê lidarxistin, lê serokê demkî yê parlamentoyê û serokê frakisyona Gorran dibêjin ti demek ji bo wê civînê nehatiye diyarkirin. + +Serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Sadiq Surçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêkeftin çêbûye ku vê heftiyê parlamento bicive û desteya serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin, lê heta niha dema wê civînê nehatiye diyarkirin. + +Herwiha serokê frakisyona Gorran Yûsif Mihemed ji Rûdawê re got ku heta niha dema civîna parlamentoyê nehatiye diyarkirin û danûstandin ji bo vê yekê berdewam in. + +Derbarê pirsekê de ku gelo ew bi awayekî ferî ji bo serokatiya parlamentoyê hatiye namzedkirin, Mihemed got ";Ez niha li ser vê mijarê daxuyaniyê nadim";. + +Duhok (Rûdaw)- Kota Êzdiyan di Parlamentoya Iraqê de ne wek kota Xristiyanan e. Ji ber Êzdî yek netewe ne û 5 kursiyên wan di parlamentoyê de hene. Lê Êzdî li ser du beşan parvebûne. + +Eniya Demokratîxwazan ku xwe Kurd dibînin, lîstikvanekî nû ye di qada rikberiya li ser kursiyên kota Êzdiyan de û Tevgera Çaksaziyê bi wê yekê tometbar dike ku nikarîbû di 8 salên borî de bergiriyê li Êzdiyan bike. + +Tevgera Çaksaziyê 8 salan nûneratiya Êzdiyan dikir di Parlamentoya Iraqê û Encûmena Parêzgeha Neynewayê de. + +di nava Êzdiyan de, hinek grûp hene ku îsal hevpeymanî ligel lîsteyên erebî girê dane û ewê ligel wan tevlî hilbijartinan bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Grûpeke çekdarî ku xwe wek ";saziya malbatên şehîdên YPGê"; daye naskirin, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo Pêşewa Behewlî û rojnamevanekî din ê Kurd revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew ji Rojavayê Kurdistanê derkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ragihand ku duh dora saet 3yê piştî nîvro grûpeke çekdarî ku ji 6 kesan pêk dihat û li otombêleke Van rengê spî siwar dibûn, ew û peyamnêrê televizyona Orinet Rodî Îbrahîm li pêşiya kafênêtekê li cadeya el-Xelîc el-Erebî li bajarê Qamişlo revandin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ";4 çekdar ji otombêlê daketin û em bi zorê derbasî otombêlê kirin, çavê me nuxumandin û destên me kelepçe kirin, şofêr û çekdarekî din di otombêlê de bûn. Hemû jî bi kurdî diaxifîn û ji me re digotin `ne tirisn, deng dernexin û em tiştekê ji we nakin`. Piştî nêzîkî nîv saetê em ji otombêlê daxistin û her yek ji me bi tenê xistin odeyekê û derî li me girtin";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di odeyê de wî karî çavê xwe veke û dît ku ew di odeyeke mezin de ye. Herwiha got ku piştî nêzîkî saet û nîvê li wir ma, ew birin cihekî din û li wir yek bi zimanê kurdî ji wan re wiha got: `em Kurd in, em ne YPGê û asayiş in, em ji saziya malbatên şehîdên YPGê ne, hûn xayinên û dijminên gelê Kurd in, Rûdaw xayine û dijiminê Kurdan e. Vê carê emê we ji Rojava nefî bikin û derxînin, lê eger hûn vegerin emê we bikujin";. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ";Pişt re em li otombêlê siwarkirin û em nizanin bi kû ve em birin, heta ku çavê me vekirin û me dît ku em li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne, li wir destê me vekirin û çekdarekî ji wan bi kurdî ji me re got `Rûdaw xayin û emîle, cihê we li Rojava nîne, pêwîstiya Rojava bi we tine ye, herin ji Rojava derkevin";. + +Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku wî û rojnamevanê din Rodî xwe radestê hêzên pêşmerge kirin û ew niha li bajarokê Zaxo ne. + +Tiştê balkêş di vê bûyerê de ewe ku di nîva rojê de û li nava bajarê Qamişlo ku wek navenda kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye damezirnadin, çêbûye û otombêla ku pê hatine revandin di rêya navbera Qamişlo û Dêrikê û heta ser sînorê re ku gelek xalên kontrolê yên YPGê û asayişa ser bi PYDê ve hene, bê ti astengî derbas bûye û wek peyamnêrê Rûdawê û rojnamevanê pê re tekîd kirin ku otombêla wan li ti xal û kontrolekê nehate sekinandin. + + +Rodî Îbrahîm û Pêşewa Behlewî + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku xweseriya demokratîk daxwazeke gelê Kurd e û ew xweseriya ku dixwazin ava bikin wê demokrasiya Tirkiyê xurtir bike. + +Turk dema ku serdana hevşaredara Mêrdînê Februniya Akyol kir ji raya giştî re diyar kir ku ";xweserî ne tenê ji bo Kurd, Suryan û Erebane, lê ji bo hemû Tirkiyê girîngtirîn piroje ye";. + +Ahmat Turk destnîşan kir ku ";wan herdemê piştgiriya demokrasiyê kirine û di demê pêş de jî wê her piştgiriya demokrasiyê bikin û pêkanîna xweserîya demokratîk jî yek ji van mijarên piştgiriya demokrasiyê ye";. + +Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê da zanîn ku ";ew pereyên şaredariya Mêrdînê ku dewlet dest daye ser, ewê bi hemû şêweyan hewl bidin ku vegerînin xizmeta gelê Mêrdînê re";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî gengeşeyeke dirêj, ka wê partiya Aşiti û Demokrasî BDPê tevlî partiya Demokratîka Gelan HDPê bibe yan na, herdu partî li navenda BDPê li Enqerê civîneke ji çapemeniyê dûr lidar xistin û di encamê wê civînê de hevserokê HDPê Ertugrul Kurukçû daxuyaniyek da çapemeniyê. + +Kurukçû ragihand ku, wê hemû perlementerên BDPê êdî dibin navê HDPê de li perlemanê û qada siyasetê de kar bikin, lê hemû endamên BDPê yên din û yên di şaredariyan de kar dikin, wê di partiya BDPê de bimînin, û perlementerê BDPê yê Mûşê Sirî Sakik piştî ku di yekê hezîranê de encamên hilbijartina ku jinûve bê çkirin derkeve, wê tevlî HDPê bibe, û dîsa hevserokê BDPê Salahedîn Demîrtaş jî heta ku kongira partiya xwe BDPê çêbike ewê tevlî HDPê nebe. + +Ertugrul Kurukçû diyar kir ku, wê HDPê bibe hêvî û daxwazên hemû gelên li Tirkiyê, û karên xwe wê tenê di bin siya perlemanê de berdewam nekin, lê wê li hemû qadên siyasetê de ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd lê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên gelan li Tirkiyê û ji bo demkratîk kirina Tirkiyê xebata xwe bike, û pêwîste ew yekbûn berî hilbijartinên serokomariyê bi dawî bibin. + +Cîgira serokê koma BDPê li perlemanê Perwîn Buldan, piştç civînê ji raya giştî re ragihand ku, ewê roja yekşemê biçin girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, û wê encamê civîna tevlîbûna BDPê ji HDPê re bi wî re parve bikin. + +Buldan anî ziman ku, Ocalan girîngiyeke mezin dide vê yekbûna BDPê û HDPê û dixwaze ev partiya nû, nûnetriya hemû gelên li Tirkiyê bike, û ewê nêrîna wî di derbarê van mijaran de bigrin. + +Li gor ku perlementerên BDPê li ragihandinên corbecor de diyar kirine, di hevdîtinên şanda BDPê û HDPê yên dawî bi Ocalan re ev mijar hatiye gotûbêj kirin, û rayedarên Koma Civakên Kurdistanê KCKê, di hevdîtina vê hefteya borî de yê şanda BDPê re li Qandîlê ev piroje erê kirine. + +Tê çaverêkirin ku ji dawiya vê hefteyê û pêve êdî perlementerên BDPê wê bi navê HDPê kar bikin û biaxifin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, diyar kir ku yên li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava derdikevin, mebesta wan propagande ye. Mistefa her wiha nûçe û îdiayên êrişa li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê jî red kir. + +Berpirsê pêwendiyên derve yê Felah Mistefa, Li ser belavkirina nûçe û îdiayên derbarê êrişa komek kesên ku ji kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava nerazî ne, li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Rûdawê re got, tiştekî wisa nîne helbet deriyê me ji her kesî re vekirî ye lê hinek genc li ber nûnertiyê kom bibûn û li dijî kolandina xendeqê nerazîbûna xwe anîbûn ziman, me jî peyama wan gihand hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Felah Mistefa, diyar kir ku aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bi ti tiştekî din nayê guhertin û wiha got: ";Berpirsên serbazî û asayişê yên Herêma Kurdistanê wisa pêwîst zanîn ku divê xendeq were kolandin. Çimkî em naxwazin ne terorîst ne jî qaçaxçî derbasî nav Herêma Kurdistanê bibe, jixwe deriyê fermî hatiye vekirin."; + +Li gorî Felah Mistefa, ew nerazîbûn û daxuyaniyên ku li dijî kolandina xendeqê tê nîşandan tenê propagande ye. + +Berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, Herêma Kurdistanê deriyek ji penaberan û alîkariyên mirovî vekiriye vêca çima hinek kes dixwazin bi qaçaxî derbas bibin, di demekî de ku dever tijî alozî û arîşe ye. + +Felah Mistefa, anî ziman ku Herêma Kurdistanê herêmek qanûnî û rewa ye û wiha axivî: ";Em ne komek biçûk in, ji ber ku em herêmek in ku qanûna wê heye, rewabûna wê heye, civaka navdewletî pê re di nav têkiliyê de ye. Em xwe naxin şûna komek biçûk ku nikare pêwendiyên rast bi derdorên xwe re çêbike."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyên medyayî li Spaniyayê ragihandin ku îro, Şemî, dê çarenivîsa Lionel Messi ligel tîma Barselona were diyarkirin. + +Li gor medyaya Spaniyayê, îro dê civînek di navbera bavê Messi de, ku rêveberê karên wî ye û îdareya tîma Barselona birêve biçe. + +Mijara civînê dê bersivdana îdareya Barselona li ser daxwazên bavê Lionel Messi be, ku xwestiye mûçeyê kurê wî ji hemû lîstikvanên cîhanê zêdetir bibe. Herwiha medyayê ragihandiye ku eger bavê Messi û îdareya Barselona negihiştin rêkeftinekê, dê Messi tevlî tîmeke din bibe. + +Di vê barê de, her du tîmên Paris Saint Girman û Manchester City amadeyiya xwe anîne ziman da ku têkevin danûstandinan de ligel îdareya Barselona bo kirrîna Messi, herwiha her du tîman soz daye ku dê mûçeyê Messî bikin mûçeya herî bilind di nav lîstikvanên fûtbolê yên cîhanê de. + +Ji aliyek din ve rahênerê Barselona, Tata Martino ragihand ku ne ew û ne jî cemawerên Barselona texmîn nakin ku Messi ligel tîmeke din bilîze. + + +Sine (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê parêzgeha Sine ragihand, nûçe û raporên ku li ser ";kuştinên zincîrî"; yên li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, derew in. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav 10 rojên borî de li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, 8 kes ";bi awayên tarî"; jiyana xwe ji dest dabûn, piraniya wan bi werîs hatibûn daliqandin û ti kes ji wan jî tevlî çalakiyên siyasî nebibûn. + +li gorî agahiyên çalakvan û xelkê deverê, ew bûyerên kuştinê hemû girêdayî hev in. + +li ser vê yekê, rêveberê polîsê parêzgeha Sine Elî Ehmedîtebar malper û rojnameyên ku ew nûçe belav kirine, wek malperên dijberê komara îslamî ya Îranê bi nav kir û ragihand, ew nûçe û rapor derew in. + +elî Ehmedîtebar da zanîn, lê ji ber hestiyariya mijarê lêkolînên berfireh hatin kirin, li gorî encamên lêkolînan û berovajî wan malperan, meha borî tenê 4 kesan li Merîwanê xwe kuştine ji ber wê jî îdiaya kuştinên zincîrî yên 9 zilaman derew e. + +li gorî agahiyên wî polîsê îranî, di lêkolînan de derketiye holê ku ew 4 kesên ku meha borî li Merîwanê xwe kuştine, bi hêcetên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne; 2 ji wan kesan li mala xwe de xwe xeniqandine û li pey xwe jî wesiyetname hîştine, yek ji wan ji ber pirsgirêkên darayî xwe kuştiye. + +Rêveberê polîsê Sine da zanîn, ji Newrozê ve heta niha tenê 2 bûyerên kuştinê li parêzgehê çêbûne ku di bûyerekê de kur û keçek ku xûşk û birayê hev bûne, bi fîşekê hatine kuştin. Li gorî encamên lêkolînan, birayê keçkê destpêkê xûşka xwe kuştiye û paşê jî fîşek li xwe daye. + +Di bûyera duyem a kuştinê de jî, cenazê kesekî hatibû dîtin ku li gorî encamên lêkolînan, derket holê ku di şer de hatiye kuştin û yên êrişî wî kirine xwestine cenazê wî bişewitînin, helbet 4 kes ji ber vê bûyerê hatine girtin û tohmetbar li sûcê xwe mukir hatine. + +Silêmanî (Rûdaw) – Endamê berê yê Serokatiya YNKê Arif Ruşdî, ku çend roj berê ji YNKê veqetiya û tevlî PDKê bû ragihand, YNKê fermana zeftkirina xaniyê wî yê li bajarê Silêmaniyê daye lê endamekî polîtburoya YNKê vê yekê red dike. + +Çend roj beriya niha endamê berê yê serokatiya YNKê û berpirsê YNKê li bajarê Mûsilê Arif Ruşdî, ragihand ku ew ji ber kirîz û nakokiyên nav YNKê dest ji karê xwe her wiha YNKê berdide û tevlî rêzên PDKê dibe. + +Lê kurdê Arif Ruşdî, Berengar Ruşdî ji Rûdawê re got, şeva borî xaniyê bavê wî yê li bajarê Silêmaniyê ji aliyê hinek çekdar ve hatiye zeftkirin. + +Berengar Ruşdî, anî ziman ku ew xaniyê ku wan çekdaran zeft kiriye ne milkê YNKê ye lê xaniyê Arif Ruşdî ye û tapoya wê jî li ser Arif bixwe ye. + +Kurê wî berpirsê berê yê YNKê eşkere kir ku hemû tişt û alavên YNKê yên ku ligel bavê wî bûne, radestî YNKê hatine kirin. + +Berengar Ruşdî, li ser sebeba zeftkirina xaniyê bavê wî ji aliyê YNKê ve jî got, em heta niha nizanin çima ev kar kirine lê îro ji me re hat gotin ku YNKê gotiye divê xanî vala bikin ji ber wê jî derfet çênebû ku em serî li dadgehê jî bidin. + +Kurê Arif Ruşdî, da zanîn ku PDK ji vê bûyerê hatiye agahdarkirin û wiha got: ";Ji ber ku bavê min bûye endamê PDKê me rayedarên PDKê li Silêmaniyê agahdar kiriye, ez bawer im wan jî tenê bi YNKê re axivîne."; + +Li hember vê yekê, endamê polîtburoya YNKê Aso Mamend ji Rûdawê re got, xaniyê Arif Ruşdî nehatiye zeftkirin, tiştên ku li ser vê yekê tên gotin tenê propagande ne, ji ber ku ew êdî tevlî partiyeke din bûye û ev jî tiştekî normal e vêca dê çima xaniyê wî were zeftkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku hejmareke mezin ji çavdêrên navdewletî û navxweyî çavdêriya hilbijartinan bikin, herwiha dê rewşa hatin û çûnê jî roja hilbijartinan normal be. + +Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, Serbest Mistefa ragihand ku 7 hezar û 964 navendên dengdanê li seranserê Iraqê hatine vekirin, tevî navendên taybet bi rojnamevan, çavdêr û dengdana taybet ya hêzên navxwe û artêşê û Pêşmerge. + +Derbarê revenda Iraqî li derve jî, Mistefa amaje kir ku wan navendên dengdanê li 19 welatan vekirine û birayre li Fenlandayê jî navendek bê vekirin. + +Ji aliyek din ve Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê aşkere kir ku heta niha 1 hezar û 249 çavdêr, 278 navendên medya yên cîhanî û 1 hezar û 325 navendên medya yên navxweyî navên xwe tomar kirine bo çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, ku biryar e di 30 vê mehê de bên lidarxistin. + +Ji aliyek din ve berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa got:";Em kêfxweş in ku hejmareke mezin ya çavêdrên navxweyî û navdewletî çavdêriya her du hilbijartinan dikin";, û Felah Mistefa her wiha piştgiriya temam ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangeha têkiliyên derve bo Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û çavdêran anî ziman. + +Wekîlê Wezareta Navxwe Ebdulla Xeylanî, jî ragihand ku di roja hilbijartinan de ti guhertin li ser hatin û çûna navbera bajarên Herêma Kurdistanê de nayê encamdan û dê hatin û çûn normal be û ti qedexe jî li ser nebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dr. Berhem Salih ragihand ku postên ku di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo YNKê hatine destnîşankirin, nayên qebûl kirin. + +Şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê sibê (20.04.2014) li ser pêkanîna hikûmeta nû û parvekirina postên kabîneya heştem li hev bicivin. + +Lê li gorî malpera fermî ya YNKê, serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya YNKê Dr. Berhem Salih ragihandiye, ew postên ku wek pişka YNK di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine diyarkirirn, nayên qebûl kirin. + +Dr. Berhem Salih her wiha gotiye, ji ber vê jî dê her du şandên PDK û YNKê sibê li ser vê mijarê bicivin û helwesta YNKê jî dê li ser hikûmeta nû eşkere bibe çimkî heta niha me biryar nedaye ka YNK dê beşdarî hikûmetê bibe yan bibe opozîsyon. + +Beşek ji pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmetê de: Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê… + +Heta niha PDK ku wek partiya yekem di hilbijartinan de erkarê pêkanîna hikûmetê ye, bi Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê re li ser pêkanîna hikûmetê rêkeftin îmze kiriye lê YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê mane. + +7 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Sîlwana yê girêdayî parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, erd bi tundiya 4.6 pile hejiya. + +Li gorî ajansên îranî, şeva borî li bajarê Sîlwana yê Ormiyê bi tundiya 4.6 pile hejiya. + +Li gorî Navenda Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, navenda wê erdhejê di kûrahiya 4 km bû ku 12 km dûrî Sîlwana, 25 km dûrî Ormiyê û 36 km jî dûrî bajarê Şino bû. + +Hat zanîn, ji ber erdhejê ti kesî ziyan û zirar nedîtiye û ti avahî û xaniyek jî xirab nebûye. + +Duh danê sibê li bajarê Xoy yê Ormiyê jî erd bi tundiya 3 pile hejiyabû. + +Silêmanî (Rûdaw) – Avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrişa çekarî hat. +Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev dema 4 otomobîlên ji curê ";Monîka"; (Land Cruiser) çûn ber avahiya liqa 4 a PDKê alozî di navbera wan û hinek alîgirên PDKê de ku mijûlî xebatên hilbijartinan bûn, derket. +Li gorî agahiyan, dema ku nobedarên liqa 4 hewla aramkirina rewşê didan, kesên ku di nav wan otomobîlan de bûn, gulle berdan avahiya PDKê û ji cihê bûyerê reviyan. +Hat gotin, di bûyerê de zirar negihîştiye ti kesî. +Heta niha ti daxuaniyek li ser vê bûyerê nehatiye dayîn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Di êrişa çekarî ya li dijî avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê, 2 kes birîndar bûn. Berpirsekî PDKê jî ragihand, ti pêwendiya YNKê bi bûyerên han re tine. +Li gor agahiyên Rûdawê, îşev di heyama kêmtirî saetekê de du caran avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat. +Di êrişa cara ewil de zirar negihîşt ti kesî lê di êrişa duyem de kesekî birîndar bû. +Tê gotin heta niha li ber avahiya PDKê alozî didome... +Li ber avahiya PDKê hejmarek mezin ji alîgirên PDKê kom bûne û nerazîbûna xwe li hember êrişa li dijî avahiya PDKê tînin ziman. +Berpirsê liqa 4 ê PDKê Helo Ehmed Kurde, li ser bûyerên îşev ji Rûdawê re got, 3 otomobîl bi alên kesk gulle berdana avahiya PDKê. +Ji aliyekî din, berpirsekî pilebilind ê PDKê ji Rûdawê re got, ew alozî û bûyerên îşev ên li ber avahiya PDKê li Silêmanêyê ne karê YNKê ye û ne jî siyaseta YNKê ye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Ajansa Parastin û Zaniyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî, diyar kir ku yên ku êrişî avahiya liqa 4 a PDKê kirine dixwazin rewşa ewlehiyê aloz bikin. Berpirsê Melbenda Yekê ya YNKê Letîf Şêx Omer jî êrişa li dijî avahiya PDKê şermezar kir û ragihand, ev bûyer ne li gorî berjewendiyên YNKê ye. +Îşev li bajarê Silêmaniyê, avahiya liqa 4 a PDKê du caran rastî êrişa çekdarî hat û di bûyeran de 2 kes jî birîndar bûn. +Li ser vê bûyerê, berpirsê ajansa parastin û zaniyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî ji Rûdawê re got, yên ku aloziya îşev derxistine dixwazin rewşa ewlehiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê têk bidin, ji ber wê jî ew vê yekê qebûl nakin û dê li pey encamderên bûyerên îşev bigerin. +Berpirsê melbenda yekê ya YNKê li Silêmaniyê Letîf Şêx Omer jî ji Rûdawê re got, bûyerên îşev dûr-nêzîkî ti pêwendiyek bi YNKê re nîne ji ber ku ev bûyer ne li gorî berjewendiyên YNKê ne. +Şêx Omer, her wiha spasiya wî rayedarê PDKê kir ku ji Rûdawê re gotibû, bûyerên îşev ne karê YNKê ye ne jî siyaseta YNKê. + +Îşev li ber avahiya Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bûyerek nexweş çêbû. Em wê bûyerê wek hewlekî bo têkdana atmosfera demokratîk ya Kurdistanê dibînin, ji ber wê jî ev bûyer karê pilankirî yê ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê nîne. + +Em hemû aliyekî piştrast dikin ku rewş bi temamî hatiye kontrolkirin û saziyên ewlehiyê,Polîs û Asayişê, yên Silêmaniyê bo lêkolînkirina derbarê bûyerên han de hatine erkdarkirin. Baweriya min jî bi şiyana saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê heye ku bikarin bûyerên îşev lêkolîn bikin û ewlehiya xelkê hêja yê Silêmaniyê biparêzin. + +Ji ber wê jî, em daxwaz ji hemû aliyan bi taybet ji PDKê dikin ku li ser xwe bin û bi awayekî aram û bawerî bi saziyên ewlehiyê yên hikûmetê tevbigerin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê +Nêçîrvan Barzanî +19/04/2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar se îro li bajarê Hewlêrê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bicivin. + +Serokê şanda danûstandinan a YNKê Berhem Salih duh li Silêmaniyê di civîna ligel kadirên partiya xwe de, behsa wê yekê kir ku hikûmeta du hêzên sereke û nîv bi nîvê li Kurdistanê bi dawî hatiye. Herwiha bal kişand ku ewê di danûstandinan de daxwaza mafê xwe yê hêjayî û guncayî bikin. + +Pêncşema borî PDKê, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin. + +Ji ber ku YNKê ji para xwe di hikûmeta nû de neraziye, heta niha biryar nedaye wê tevlî hikûmeta nû bibe yan na. + +Polîtbîroya YNKê di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê de sragihand ku hemû eger û rê li ber wan vekirî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê diyar ê Tevgera Gorranê Osman Banîmaranî ragihand ku wî dest ji tevgerê berdaye û êdî ligel Gorran kar nake. Ew dibêje eger bixwaze karê siyasî berdewam bike wê tevlî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bibe. + +Osman Banîmaranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî duh şemiyê dest ji kar berdana xwe radestê berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa kiriye û êdî ew ne endamê Gorran e. + +Banîmaranî sedema dest ji kar berdana xwe ronî ne kir û tenê got ku ";komelek hebûn ku bûn sedem ez vê biryarê bidim";. + +Derbarê karê xwe yê siyasî di parşerojê de, Banîmaranî got ";Hîn zûye ez derbarê vê yekê de biaxifim, lê ez dûr nabînim ku karê siyasî di nav YNKê de bikim. Heta niha ez nebûme endamê YNKê, lê eger ez bixwazim karê xwe yê siyasî berdewam bikim, ezê bibim endamê YNKê";. + +Osman Banîmaranî aşkere kir ku ew niha gotûbêjê ligel YNKê dike û got ";Ez şêwiriyê bi heval û biraderên xwe re dikim";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekîd dikin ku partiya wan dest ji daxwazên xwe ji bo beşdarîkirin di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bernade. + +Îro şanda danûstandinan a YNKê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Hewlêrê civiyan. Di civînê de wê pirsa beşdariya YNKê di hikûmetê de û para wê partiyê ji postên wezarî bê gotûbêjkirin. + +PDKê ku hêza yekem e li Herêma Kurdistanê ye û erkê avakirina hikûmet nû di stûyê wê de ye, postên cîgirê serokwezîr, sekreterê parlamentoyê, wezareta xwendina bilind, wezareta şehîd û enfalkiriyan, wezareta tenduristiyê û wezareta rewşenbîrî daye YNKê ku hêza sêyem e, lê YNKê bi vê yekê neraziye û yek ji wezaretên navxwe yan jî pêşmerge dixwaz. + +Lê navxwe ji bo PDKê û pêşmerge ji bo Goraan hatiye yekalîkirin. + +Endamê polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Em li ser daxwazên xwe rijdin û dest ji wan bernadin";. + +Herwiha endamê polîtbîroya YNKê Îmad Ehmed jî ji Rûdawê re got ";Emê îro axaftina xwe ligel PDKê bikin";. + +Pêncşema borî PDKê, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina avakirina kabîneya heştem a hikûmetê îmze kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li mala Berhem Salih li bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye û ji Roj Nûrî Şawês, Mehmûd Mihemed û Azad Berewarî pêk tê. + +Şanda YNKê bi serokatiya Berhem Salih e û ji Hakim Qadir, Îmad Ehmed û Ednan Muftî pêk tê. + +Berî destpêkirina civînê, her du endamên polîtbîroya YNKê Ednan Muftî û Îmad Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku YNKê dest ji daxwazên xwe ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bernade û îro wê axaftina wan ligel PDKê hebe. + +YNKê bi para xwe di hikûmeta nû de neraziye û dixwaze yan wezareta pêşmerge yan jî wezareta navxwe werbigire + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tevî ku wezareta elektrîkê naxwaze, ew herwiha ji şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) postek xwestiye ku ji para Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. + +Endamê şanda danûstandinan a Yekgirtûya Îslamî Xazî Hesen derbarê pirsekê de ku gelo ewê îro ligel PDKê bicivin yan na, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Heta niha dema civîna me ligel PDKê nehatiye diyarkirin û em li bendê ne ku em bizanibin emê kengî bicivin";. + +Xazî Hesen herwiha got ";Em posta wezareta elektrîkê naxwazin û herwiha me posta sekreterê parlamentoyê xwestiye, ji ber ev mafekî me yê hilbijartinê ye";. Lê ew post ji para YNKê ye. + +Biryar bû roja pêncşemê şanda danûstandinan a PDKê ligel Yekgirtû biciviya, lê şanda Yekgirtû nehatin civînê bi hênceta ku daxwaza wan li cem Nêçîrvan Barzanî ye û wê demê ew bi serdanekê li Tirkiyê bû. + +Yekgirtû naxwaze wezareta elektrîkê werbigire û li şûna wê wezareta şaredariyê yan jî pilandananê dixwaze. + +Yekgirtû di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de 10 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin. PDKê postên wezareta elektrîkê, wezareta kar û karûbarên civakî û wezîrê herêmê ji bo hemahengiya navbera encûmena wezîran û parlamentoyê ji Yekgirtû re veqetandine ji bo ku tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku deriyê Sêmalka ku ji 10ê nîsanê ve ji aliyê rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin, herî zû bê vekirin û xwest derî dûrî nakokiyên siyasî be. + +ENKSê îro di daxuyaniyek derbarê girtina deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û herwiha dûrxistina endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ji aliyê asayişa Dêrikê ya ser bi PYDê ve derxist. + +Di daxuyaniyê de ENKSê ragihand ku Sêmalka take deriye li pêş sed hezaran ji gelê kurd û girtina derî êş û azarên Kurdan zêde dike. ENKSê diyar kir ku Sêmalka wek karteke siyasî di nakokiyan de tê bikaranîn. + +Derbarê girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji Rojavayê Kurdistanê de, ENKSê got ";Dûrkirina endamên PDK-Sê bi zorê ji aliyê YPG û asayişa girêdayî PYDê ve, li dijî hemû prensîp û rênemayan e û ziyanê digihîne hewlên ku ji bo yekrêziya Kurdan tên dayîn";. + +ENKSê bang li Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku van bûyeran piştguh neke û daxwaz jê kir ku ew ";vegre rêya diyaloka avaker da ku her du encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li ber yekîtiya helwest û rêzan kar bikin";. + +Stenbol (Rûdaw)- Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê wê rojên 27 û 28ê vê mehê li 16 welatên cîhanê bên kirin. + +Komisyona Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo her welatekî grûpeke taybet şandiye ji bo ku wan fermanberan fê bike ku wê di her du rojên dengdanê de li ser dinoqan bin. + +Tirkiyê yek ji wan welatan e ku hejmarek mezin a hemwelatiyên Başûrê Kurdistan û Iraqê tê de dijîn. Komisyona Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo wan kesan sindoqên dengdanê li Stenbol û Enqere wê dane. + +Li her du bajarn, komisyonê 4 navendên dengdanê danîne. li Enqereyê li pirtûkxaneya giştî û li Stenbolê jî li navçeyên Fatih, Kadîkoy û Şîşilî sê navend vekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo ragihand ku ew li dijî derkirina siyastemedar û endamên partiyên kurdî ye ji Rojavayê Kurdistanê. + +Derbarê her 8 nedamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di heftiya borî de ji aliyê asyişa Dêrikê ya girêdayî PYDê ve hatin girtin û pişt re ew bi zorê ji Rojava dekirin, Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew li dijî derkirina siyasetmedarên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye. + +Gedo diyar kir ku divê nakokî bi diyalogê bên çareserkirin û herwiha got ";Em wek hikûmeta kantona Cizîrê li ser vê mijarê nerawestiyane û ti biryar di vê derbarê de nehatiye derxistin";. + +Derbarê girtina deriyê Sêmalka ku 10ê nîsanê ve ji aliyê Rojava de girtiye, Gedo got ";Ev demek dirêj deriyê Sêmalka girtiye û tenê li pêş hinek haletên mirovahî vekirîbû, ji ber min berî sê mehan xwestibû di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibim, lê rê ji bo min nehat vekirin";. + +Derbarê çareserkirina nakokiyên di navbera ENKS û EGRkê de, endamê sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand ku piştî bangewaziya YPGê derbarê Kobanî de, şandeke ji 5 kesan ji ENKSê ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) civiya. + +Meşayix diyar kir ku şanda ENKSê di civînê de daxwaza vejandina karê hevbeş û peydakirina lêvegereke siyasî kir û got ";EGRKê ev nêrîna me bi erênî pêşwazî kir, lê heta niha ti bersiva me bi fermî nedaye";. + +Meşayix herwiha got ku piştî girtina deriyê Sêmalka û derkirina endamên PDK-S, ti hevdîtin di navbera ENKS û EGRKê de pêk nehatine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berhem Salih li bajarê Hewlêrê bi dawî hat. + +Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê bi medyayê re parvekirin. Destpêkê Berhem Salih ragihand ku di civînê de ew bi dirêjî li ser avakirina hikûmetê sekinîn û nêrînên her du aliyan yek bû ku divê hikûmeta berfereh zû bê avakirin. + +Salih got ";Çend asteng li pêşiya avakirina hikûmetê hene, bi taybet para YNKê";. + +Salih herwiha got ";Di civînê de me behsa posta wezareta navxwe kir û em rijdin li ser wergirtina wê postê û sibê wê her du alî encamên civînê gotûbêj bikin";. + +Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî li ser beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem de tekîd kir û got ";Em pêwîst dibînin ku YNKê tevlî kabîneya bê bibe";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Civîna me gelek aşkere bû, em pê hesiyan ku her du alî dixwazin hikûmet zû bê avakirin û gotûbêjên me jî di vê çarçoveyê de bûn, YNKê jî li gor rewşa xwe nêrîna wan heye û em jî rêz li nêrîna wan digirin";. + +Berhem Salih diyar kir ku YNKê li hember rêkeftina PDKê û Tevgera Gorran ne dilgiran e û got ";Me ji roja yekem de tekîd li ser hikûmeta yekrêziya niştimanî kiriye";. + +Nêçîrvan Barzanî derbarê wezareta navxwe de bal kişand ku nêrîna YNK û PDKê li ser wê wezaretê cuda ye û got ";Pirs û bersivên me ji bo hev heye û emê bersiva hev bidin";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, muzakere û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser arîşeyên enerjî û bûdcê ti pêşketinek bixwe ve nedîtiye û got, me sebir kir lê ev jî sînorê wê heye. + +Îro piştî civîna şandên pêkanîna hikûmetê yên PDK û YNKê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê Nêçîrvan Barzanî, di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê de li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, ku 16ê vê mehê pêk hat, ragihand ku serdana wî ya Tirkiyê di çarçoveya pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bûye û wiha got: ";Em bi serokwezîr û rayedarên din ên wî welatî rûniştin."; + +Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gellekî pêş ketine. + +Serokwezîr Barzanî, li ser pirsa enerjiyê û helwesta Tirkiyê li ser firotin û hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê jî got, di hemû warî de bi taybet li ser pirsa enerjiyê, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de lihevkirinek baş heye, ti kêşeyekî Tirkiyê bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê re nîne ji ber ku siyaseta wan eşkere ye û dibêjin, nefta we ye û hûn dikarin bifroşin. + +Nêçîrvan Barzanî, li ser rewşa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, mixabin heta niha tiştekî nû û erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çênebûye û da zanîn, heta niha jî hikûmeta Iraqê pişka bûdceya Kurdistanê ya mehên Adar û Nîsanê nedaye, tenê pişka mehên Çile û Sibatê şandiye ew jî tenê têra mûçe dike lê pişka hemû beşên din ên Iraqê hatiye şandin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fikarên xwe li ser xitimandina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman û got, em li benda wê bûn ku di çarçoveya Iraqê de bigihîjin rêkeftinê, ji bo vê jî me gellekî sebir kir lê sebir jî sînorê xwe heye. helbet eger em bizanin rêkeftin pêk nayê wê çaxê emê çareya xwe bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, bo gotûbêjkirina li ser pêşniyarên YNKê yên derbarê pêkanîna hikûmetê bi şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê re civiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, serokê PDKê Mesûd Barzanî piştî civîna şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê li ser pêkanîna hikûmetê, bi şanda PDKê re civiya lê heta niha li ser naveroka civînê ti agahiyek nehatiye dayîn. + +Îro şandên PDK û YNKê yên pêkanîna hikûmetê li hev civiyan. Encam û naveroka civînê ji aliyê serokên her du şandan ve hatin eşkerekirin. + +Serokê şanda YNKê Dr. Berhem Salih, diyar kir ku YNK heta niha jî li ser wergirtina Wezareta Navxwe rijd e, di demekî de wezareta han bûye pişka PDKê. + +Serokê şanda PDKê Nêçîrvan Barzanî jî, ragihand ku divê YNK beşdarî hikûmetê bibe û got, çimkî li gorî me ev yek pêwîst e. + +Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ev 7 meh in pêk nehatiye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di nav partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, Partiya Demokrat a Kurdistan û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) bûn du-sê perçe. Hewlên yekbûna demokratan xitimiye lê yên komeleyan ber bi encameke erênî ve diçe. + +Her du aliyên demokratk ku wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) tên nasîn, hewl didin xwe dîsa bikin. Ev her du partiyên Rojhilatî di normalkirina têkiliyên xwe serkeftî bûne lê hewlên wan yên yekgirtinê heta niha bêencam mane. + +PDK û PDKÎ heta niha 3 pêşniyar danîne pêşiya hevdû bo yekgirtinê. Destpêkê PDKÎ pêşniyar kir ku ew dikarin bi PDKê re li ser rêkeftina 18 sal berê ku rêveberiya şoreşgerî ya PDKê anîbû ba hev, bibin yek lê PDKê ew rêkeftin bi hêceta ku kevin e, qebûl nekir û li şûna wê pêşniyarekî nû kir lê vê carê PDKÎ ev pêşniyar red kir. + +Herî dawî, PDKÎ di civîna polîtburoya xwe de pêşniyar kir ku ew dikarin bi PDKê re li ser biryarên kongreya 13 ya wê partiyê bibin yek. + +Her du partî li ser wê yekê rê ketibûn ku naveroka pêşniyar û hevdîtinên xwe ji raya giştî re eşkere nekin lê PDKê pêşniyara xwe ya yekgirtinê eşkere kir û ragihand, bi mehan li benda PDKÎ mane ku pêşniyara wê qebûl bike yan jî pêşniyarekî nû pêşkêş bike lê bendewariya wê bêencam ma ji ber wê jî ew pêşniyara xwe eşkere dikin. + +Her çiqas PDKÎ heta niha bi fermî bersiva PDKê nedaye lê endamê komîteya navendî yaw ê partiyê Sidîq Derwîşî, diyar kiriye ku rêya herî baş bo yekbûna her du partiyan, biryarên kongreya 13 ya PDKê ye ku her du alî beşdar bibûn. + +Li gorî pêşniyara PDKê, her du partiyên Rojhilatî li ser lidarxistina kongreya 16 li hev dikin û di kongrê de li ser nav, nasname û karûbarên partiyê biryar didin û hemû derfetên aborî, serbazî û medyayî yên xwe dikin yek. + +PDK her whia dibêje, divê dîroka 7 sale ya veqetiyana her du partiyan li ser dîroka PDKê were nivîsandin û divê di warê siyasî û rêveberiyê de beriya kongrê li hev bikin. + +Lê Sidîq Derwîşî, dibêje, PDKÎ wan pêşniyaran qebûl nake, ji ber ku divê destpêkê bibin yek paşê kongre bê sazkirin û dîroka fermî jî tenê dîroka PDKÎ ye. + +Beriya niha sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, gotibû, nabe naveroka hevdîtinên navbera PDK û PDKÎ bên eşkerekirin. + +Lê baskên Komeleyê di hewlên yekbûnê de serkeftî bûn. Ji ber ku Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê di heyama sala borî de karîn danûstandinên berfireh û bisûd bikin. + +Li gorî ku ew dibêjin, karîne li ser nakokiyên siyasî û stratejîk li hev bikin, tenê nakokî li ser çawaniya xebatên rêxistînê maye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şandên her du Komeleyan li ser vê yekê li hev hatine ku civînekî li dar bixin ku sekreter û endamên komîteyên navendî yên her du partiyan beşdar bibin û li ser pêkanîna şandeke hevbeş bo yekxistina komîsyonên cur bi cur ên wê partiyê biryar bidin. + +Lê ev civînê ji ber ku sekreterê komeleya şoreşger Ebdullah Muhtedî û sekreterê komeleya zehmetkêşan Omer Îlxanîzade ne li Başûrê Kurdistanê ne, hatiye gîrokirin. + +Alîkarê sekreterê komeleya şoreşger Ebûbeir Muderisî, piştrast kir ku ew civîn li ser nehatina sekreterên her du partiyan gîro bûye lê ew civîn dê di nav çend rojên bê de were lidarxistin. + +Her du komele dibêjin, qonaxa yekbûnê dê heta dawiya havîna îsal bidawî bibe. + +Ormiye (Rûdaw) – Serokê Navenda Jiyandina Gola Ormiyê Îsa Kelanterî, ragihand, tenê 7% ava gola Ormiyê maye û got, eger hemû şiyanan bikar bînin dikarin heta 10 salên din golê ji mirinê rizgar bikin. + +Li gorî ajansa ÎSNA ya îranî, serokê navenda zindîkirina gola Omriyê Îsa Kelanterî îro di civîna endamên navendê de ragihand, zuhabûna gola Ormiyê meseleyeke herêmî ye ji ber ku dema gol zuha bibe tenê Îran zirarê nabîne û dê bandorê li hemû deverê bike. + +Îsa Kelanterî, anî ziman ku yek ji sebebên herî serekî yên zuhabûna golê, zêdebûna zeviyên çandinî û çêrandinê li derdora golê ye û got, li gorî amarên fermî her sal bi qasî 1 milyar dolar berhemên çandiniyê bidest dikeve. + +Serokê navenda zindîkirina gola Ormiyê her wiha behsa metirsiya zuhabûna golê li ser jiyana mirovan kir û got, ava golê tenê 7% maye ji ber wê jî eger gola Omriyê zuha bibe wê demê jiyana 5 milyon kes li parêzgehên Ormiye, Tewrêz û Sine dikeve metirsiyê. + +Îsa Kelanterî destnîşan kir ku lê eger hemû şiyan û derfetên pêwîst bên bikaranîn gola Ormiyê dê di nav 10 salan de dîsa zindî bibe. + + +Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Silopî ya Şirnexê kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin. + +Di berdewamniya nerazîbûnên li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, îro jî li navçeya Silopî ya Şirnexê meşek li dijî vê xendeqê hat lidarxistin. + +Di meşê de ku ji aliyê BDPê ve hatibû organîzekirin, parlamenterê HDPê Feysel Sariyildiz, rayedarên BDPê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê, çalakvanên Tevgera Azad û Demokratîk a Jinan, MEYA-DER, KURDÎ-DER û hejmarek welatî beşdar bûn. + +Xwepêşander ber bi deriyê sînorî yê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) ve meşiyan lê waliyê Şirnexê nehîşt bigihîjin derî. + +Parlamenterê HDPê Feysel Sariyildiz, li wir axaftinek kir û got, ew zihniyeta ku li ser sînorê Rojava xendeqê dikole heman zihniyeta Rêkeftina Lozanê ya sala 1923an e ku Kurdistan kir çar perçe. + +Sariyildiz, bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, dest ji kolandina xendeqê berde û nebe sebebê perçebûneke din. + +Piştî axaftina Sariyildiz, bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat paşê xwepêşander ji hev belav bûn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê, avahiya Navçeya 5 a PDKê rastî êrişa çekdarî hat. + +Berpirsê navçeya 5 a PDKê li Silêmaniyê Şêx Elî, ji Rûdawê re got, îşev avahiya me ya li taxa Îbrahîm Ehmed ji aliyê 5 kesan ve rastî êrişa çekdarî hat. + +Şêx Elî da zanîn, îşev derdora saet 9:00, otomobîlek ku 5 kes tê de bûn, çûbû ber avahiya navçeya 5 a PDKê û gulle berdabûn avahiyê. + +Li gorî agahiyên wî berpirsê PDKê, li ser otomobîlê alên kes ên YNKê hebûn û êrişker piştî teqekirinê ji cihê bûyerê reviyan. + +Şeva borî jî, avahiya Liqa 4 a PDKê du caran rastî êrişa çekarî hat û di encamê de 2 kes birîndar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) bang li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dijberiyên navxwe dûrbixe. +Di daxuyaniyekê de ku roja 20 Nîsanê hatiye weşandin, PDK-S ragihand ku kiryar û reftarên şaş ên PYDê ku di navbera demekê û demekê de dike xizmeta doza kurdî nakin û hevkariyê di bicîanîna omêdiyên gelê kurd de nakin. +PDKSê PYDê bi wê yekê tohmetbar kir ku wê astengî li pêş lidarxistina gongreya wan a yekgirtinê derxistine, deriyê sêmalka li pêş endamên kongreyê girtiye û endamên ku vegeriyan Rojavayê Kurdistanê girtine û bi darê zorê li Herêma Kurdistanê vegerandine. +Polîtbîroya PDKSê got ew kiryarên neberpirsyar ên PYDê şermezar dikin ûbang li Partiya navborî kir ku bi ceddî li xwe vegere û kiryar û siyasetên xwe yên şaş serast bike û dev ji reftarên xwe yên tundûtîjî, dûrxistin û xayinkirinê berde. +PDKSê ji PYDê xwest ku li şûna vê siyaseta xwe ya şaş piransîpa diyalogê, hevtêgihiştinê û karê biratî yê hevbeş bipejirîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi guhertina hinek ji wan wezaretên ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo wê danîne biser neket, YNK karî PDK qnanie bike da ku posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bike ji pişka xwe. + +Piştî rêkeftina ligel Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêk anîn kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK karî YNK neçar bike ku di bileztirîn dem de xwe yek alî bike, eger na dê hikûmet bêy YNK pêkbîne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna xwe li gel YNK de, PDK razînebû ku ti guhrtinan di pişka wezarî ya YNKê de bike. + +Di civîna duh, 20.04.2014, de di navbera şanda danûstandinan a PDK û YNK li mala Berhem Salih li bajarê Hewlêrê de, serokê şanda danûstandinan a PDK, Nêçîrvan Barzanî gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mseûd Barzanî bibîra YNK anîn û got: ";Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku hikûmet berî hilbijartinan bê pêk anîn û PDK mebesta wê ewe ku YNK beşdarî hikûmetê bibe."; + +Piştî rêkeftina navbera PDK û Gorranê jî, Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranê ji Rûdawê re got: ";Eger YNK di vê hefteyê de xwe yek alî neke, dê hikûmet bê pêk anîn û postên YNK jî dê heta piştî hilbijartinan vala bimînin."; + +Ji aliyê xwe endamê şanda danûstandina ya YNK, Hakim Qadir got: ";Sê axevtinên me hene: Em ligel hikûmet binfereh in û pêwîste di zûtirîn dem de bê pêk anîn, duyem: em hêvîdarin ku hikûmeteke yekrêziya niştimanî be û sêyem jî: YNK rijde li ser daxwazên xwe bi taybetî li ser wergirtina Wezareta Navxwe."; + +Herwiha Hakim Qadir ragihand ku: ";Me ji şanda PDK re gotiye ku em wezîrê navxwe dixwazin."; + +Ev gotina Qadir di axevtinên serokê şanda danûstandinan a YNK de, Berhem Salih jî diyar bûn dema got: ";YNK rijde li ser wergirtina posta Wezareta Navxwe û em vê yek mê bi mafê xwe dizanin."; + +Li himber axevtinên berpirsên YNK, Nêçîrvan Barzanî dibêje: ";Me di civînê de guhdarî li pêşniyazên YNK girtin û em rêz li wan digirin, biryare di demeke nêzîk de civîneke din bikin da bigihihn rêkeftinekê."; +Tevî ku PDK posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bo Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yak alî kiriye, lê YNK bi wê postê razî nebû. + +Endamekî şanda danûstandinan a YNK aşkere kir ku: ";YNK daxwaz ji PDK kiriye ku posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bide YNK û PDK got ku ew dê bersiva me bidin."; Lê Hakim Qadir got: ";Ez ne amade me ti daxuyaniyekê derbarê vê pirsê de bidim."; + +Ji laiyek din ve endamê şanda danûstandina a Tevgera Gorranê, Ako Heme Kerîm, li ser egera dayîna posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bo YNK got: ";Tevgera Gorranê ligel wê yekê ye ku hemû alî beşdarî hikûmetê bibe, her aliyek li gor heqbeşê hilbijartinan û Gorran li gor heqbeşê hilbijartinan beşdar bû."; + +Ji aliyek din ve berpirsekî YNK got: ";Li gor wan postên wezarî ku bo YNK hatine danîn, YNK tenê dê di doseya îdarî ya Herêma Kurdistanê de beşdar bibe û di nexşsandina nexşeya siyasî û biryara siyasî li derve dibe, YNK wek Komel û Yekgirtû lê tê."; + +Derbarê bûna YNK bi opozîsyon jî, wî berpirsê wiha got: ";Bi vê serkirdatiya niha YNK nikare bibe opozîsyon, ji ber ku bi opozîsyon bûn serkirdatiyeke hekîmane dive, dema ku Newşîrwan Mistefa ji YNK cuda bû, dest ji hemû îmtiyazak berda û xwedan sebir bû, lê serkirdatiya niha ya YNK, nikare wiha bike."; + +Di dawiyê de got: ";Nebûna navendeke biryardanê di nava YNK de ne şaşiya PDK û Gorranê ye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartinên Pralamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30 Nîsanê tên encamdan, lê aliyên Kurdistanî bêtir girîngiyê didin hilbijartinên encûmena parzgehên Herêma Kurdistanê. + +Ev yek di demekê de ye ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji aliyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ve bi girîng tên zanîn. + +Derbarê her du hilbijartinan de, her kandîdekê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bîr û nêrînên xwe yên cuda tînin ziman. + +Hin alî dibêjin ku aliyên Kurd girîngiyeke zêde nedane hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, lê hin aliyên din vê yek bo girêdana encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi ijyana xelkê ve, vedgerînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di daxuyaniyekê de, Encûmena Niştimanî ya Kud daxwaz kir ku herî zû Deriyê Sêmalka ku li gorî daxuyaniyê ji 10ê nîsanê ve, Rêveberiya Deriyê Sêmalka ser bi Kantona Cezîrê ve ji aliyê xwe ve li pêş hemwelatiyan girtiye bê vekirin û ew derî ji hevrakêşanên siyasî bê dûrxistin . +Di daxuyaniya Encûmenê de hatiye ku ev Derî take derî ye li pêş sed hezaran ji gelê kurd li her du aliyên sînor û kampên penaberan û girtina wî êş û azarên xelkê kurd zêde dike, bandora dorpêçkirinê ducar dike û herwiha daxuyanî diyar dike ku girtina derî wek pelikek siyasî di nakokiyan de tê bikaranîn. +Derbarê girtin û derkirina endamên Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye, ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyê de hat gotin ku ev dûrkirina bi darê zorê tersî hemû prensîp û rênemayan e ziyanê dighîne daxwazî û bizavên xêrxwaz ji bo hevtêgihiştin û yekîtiya rêzan ku gelê kur bi şev û roja daxwaz dike. +Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Niştimanî ya Kurd bang li Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê kir ku van bûyeran pişguh neke û daxwaz lê kir ku ew vegre rêya diyaloka avaker da ku her du Encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li pêş yekîtiya helwest û rêzan di van nîrên hestyar de kar bikin. +Endamê Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Mistefa Meşayix ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber Encûmenê civîna xwe lidar nexistiye, partiyên Encûmenê li hev civiyan, û bi nebeşdarbûna her yek ji Partiya Demokrata kurdistanê - Sûriye û partiya Wîfaq, û ev daxuyanî der kirin. +Meşayix da zanîn ku piştî bangewaziya YPGê derbarê Kobaniyê de, şandeke ji 5 kesan ji Encûmena Niştimanî ligel Encûmena Gel civiya û daxwaza vejandina karê hevbeş û peydakirina lêvegereke siyasî kir, lê tevî ku Encûmena Gel ev nêrîna me bi erênî pêşwazî kir, heta niha ti bersiv ji Encûmena Gel ne gihaştiye wan û da zanîn ku piştî girtina deriyê Sêmalka û derkirina hevalên Partiya demokrata Kurdistanê-Sûriye, ti hevdîtinê di navbera Encûmena wan û ya Gelê Rojavê Kurdistanê de encam ne daye. +Ji aliyê xwe ve, serokê Desteya Pêwendiyên derve ya Kantona Cezîrê Salih Gedo ji Rûdawê re got Deriyê Sêmalka ne ji 10ê nîsanê ve girtiye lê ew ji demek dirêj ve girtiye û tenê li pêş hinek haletên mirovahî vekirîbû û da zanîn ku wî beriya sê mehan xwestibû di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lê rê ji bo wî nehat dayin. +Derbarê girtin û derkirina Endamên Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye de, Gedo got ew ne ligel girtina siyasetmedaan e û divê ku nakokî bi diyalogê bên çareserkirin û tekez kir ku ew weke hikûmeta Kantonê li ser vê mijarê nerawestiyane û ti biryar di vê derbarê de dernekirne. +Wiha diyar e ku heta ev cudahiya siyasî di nava rêzên aliyên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e wê her dem, her mijar grêdayî hevrakişandinên siyasî û nakokiyên navxweyî be + + +Şingal (Rûdaw)- Ev zêdetirî 10 salan e ku devera Şingalê di navbera du rêveberiyan de daleqayî maye. + +Şingal yek ji wan navçeyan e ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de nakokî li ser hene. + +Xelkê wê deverê xewna wan ewe ku benda 140 a destûra Iraqê pêk were û devera wan vegere ser Herêma Kurdistanê, lê ew ji gendeliya di nav saziyên deverê de bizar û dilgiran bûne. + +Hemwelatiyên Şingalê rexneyan li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê nadin devera wan. + +Medyakarên Şingalê jî ku bi dehan raport li ser rewşa devera xwe amade kirin û di medyayê de hatine weşandin, dibêjin ku heta niha bersiva nameyên wan nehatiye dayîn û rewşa xelkê Şingalê wek xwe maye. + + +Duhok (Rûdaw)- Pêşangehên pirtûkan her sal wek nerîtekê li zanîngeha Duhokê tên vekirin, lê xwendekar li wê yekê gilî dikin ku piraniya pirtûkan bi zimanên biyanî ne û ew ti sûdê jê nagirtin, ji ber ew bi zimanê kurdî dixwînin. + +Ev cara duyem e dezgeha Dar el-Zeman a sûrî pêşangehekê li zanîngeha Duhokê vedike, lê xwendekarên zanîngehên gilî dikin û dibêjin pirtûkên wê hemû bi zimanê erebî ne. + +Di pêşangehê de zêdetirî 4 hezar pirtûk hatine raxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmarek ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) û emndamên şanda danûstandinan a YNK li mala Kosret Resûl li Hewlêrê civiyan. + +Îro, Duşemê, piştî nîvro hejmarek ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) û emndamên şanda danûstandinan a YNK bi amadebûna Berhem Sali, Hêro Îbrahîm Ehmed û Kosret Resûl Elî, li mala Kosret Resûl li Hewlêrê civiyan. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de rewşa Herêam Kurkistanê û hûrgiliyên civîna duh ya şanda danûstandinan a YNK ligel şanda danûstandinan a PDK hatin behis kirin. + +Herwiha biryare di civîna polîtburoya YNK de birayar dawî derbarê beşdarîkirin yan beşdarînekirin di kbîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê dayîn û encama wê jî bo aliyê beramber, ku PDK ye, rabighînin. + +Kargêrê polîtburoya YNK, Hakim Qadi ji malpera fermî ya YNK re ragihandiye: ";Birayre îro polîtburoya YNK li bajarê Silêmaniyê bicive, bi mebesta gotûbêj kirina pirsa çawaniya pêk anîna hikûmetê û beşdarîkirin yan beşdarî nekirina YNK tê de."; + +Duh, 20.04.2014, her du şandên danûstandinan a YNK û PDK li mala serokê şanda YNK, Berhem Salih li Hewlêrê civiyan, piştî civînê jî Berhem salih got: ";Me behsa posta wezareta navxwe kir, em rijdin li ser wergirtina wê wezaretê, sibê, wate îro, her du alî dê encamên civînê gotûbêj bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Doktorê taybet ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm ragihand, Talebanî ku niha li Almanyayê tê dermankirin, dê vegere Kurdistanê. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ji malpera fermî ya YNKê re ragihandiye, tenduristiya Talebanî baş û dê vegere Kurdistanê lê dema vegera wî nehatiye diyarkirin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an bi nexweşiya kirîza mêjî ket û ji ber wê jî birin Almanya. + +Talebanî ji wê demê ve heta niha li Almanyayê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, nabe medya bibe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de. Barzanî ji hikûmetê jî xwest, bi baştirîn şêwe azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêze. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû rojnamevan û medyakarên kurd kir. + +Barzanî, her wiha diyar kir, ji bo ku rojnamevan bikarin erkên xwe bi awayekî baş bicih bînin divê aliyên siyasî nebin asteng li hember bêalîbûna medyayê. + +Mesûd Barzanî, di beşek din a peyama xwe de anî ziman, ji bo ku medya ji erkên xwe yên rast dûr nekeve divê nebe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de. + +Serokê Herêma Kurdistanê ji hikûmet, aliyên têkildar û sendîkayên rojnamevanan xwest, bi baştirîn şêwe hewla parastina azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêzin û divê rojnamevan û medyakar jî bi pîvan û etîka rojnamevaniyê ve girêdayî bin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Qubad Talebanî berovajî doktorê wî, li ser vegera bavê xwe got, haya wî ji vegera Talebanî tine. + +Li ser vegera Talebanî bo Kurdistanê daxuyanî û agahiyên nakok û cuda tên dayîn. + +Doktorê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm, îro li bajarê Kerkûkê û di nav komek alîgirên YNKê de gotibû, rewşa tenduristiya Mam Celal baş e û dê beriya hilbijartinan vegere Kurdistanê. + +Lê kurê wî yê mezin Qubad Talebanî li ser daxuyaniyên Dr. Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got, haya min jê tine ku Mam Celal dê beriya hilbijartinan vegere Kurdistanê lê ez hêvîdar im her gava ku Mam Celal bikaribe û tîma doktorên wî rê bidin, vegere Kurdistanê. + +Hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê dê roja 30ê Nîsana îsal tên lidarxistin. + +Li meydana Xelîc Erebî ya bajarê Qamişloyê saet 3ê nîvro di 18ê meha Nîsanê grûpeke çekdar ku navê ";Dezgeha Şehîdên YPG"; li xwe dike bi otombîlekê ku 6 çekdar têde bûn, Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Mehmûd Behlewî ku bi navê Pêşewa Behlewî tê naskirin ligel nûçegihanê Orient TV, Rodî Îbrahîm, revandin û birine zîndaneke nehînî. +Piştî hiştina wan bo dema 4 saetan di zîndanê de ku çavê wan jî girtibûn, çend çekdarên din ew veguhestine bargehekê û ji wan re gotibûn ku ";hûn di kenalên xayinan de kar dikin û ji ber vê yekê em dê we ji Rojava derbikin û eger hûn careke din hatin em dê we bikujin."; +Piştre ew anîn ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê beramberî xala sînorî ya Sihêla û dest û çavên wan vekirin û gotine wan ";divê hûn biçin Herêma Kurdistanê, cihê we li Rojava nîne ji ber ku hûn xayin in."; +Ev revandin û derkirin di demekê de ye ku mohleta karkirinê weke rojnamevan ji aliyê Dezgeha Ragihandina Azad û Asayişa Kantona Cizîre ve ji Pêşewa Behlewî re hatiye dayîn. +Me wek Tora Medyayî ya Rûdawê, çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê me ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin. +Em wek Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman demê de ku vê nûçê eşkere dikin, bi tundî wê êrişa li dijî hevkarê xwe Pêşewa Behlewî her wiha rojnamevan Rodî Îbrahîm şermezar dikin û vî karî wek karekî dijî azadî û karê rojnamevaniyê bi nav dikin. çimkî ev, tirsandin û teror e li hember rojnamevanan, her wiha ev kar karekî dûr ji pîvan û exlaqê hemû saziyên sivîl, siyasî û serdemiyane ye. +Em her wiha li vir radigehînin ku Pêşewa Behlwî vedigere mala xwe ya li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser bingeha prensîbên rojnamevaniyê berdewam dibe. +Em berê gotina xwe didin berpirsên Kantona Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û dibêjin, hûn berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne, hûn jî divê li gorî wê berpirstiyê azadiya kar û canê Pêşewa Behlewî û hemû rojnamevanan biparêzin ku di nav sînorê desthilat û îdareya we de kar dikin. +Tora Medyayî ya Rûdawê +21/4/2014 + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin, bo parastina ewlehiya sînor e. Barzanî her wiha PKK bi derxistina astengiyan li hember lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd tohmetbar kir. + +Serokê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê bi berpirs û kadroyên partiya xwe re civiya û ragihand, divê hikûmeta nû beriya hilbijartinên 30ê Nîsanê pêk were. + +Barzanî li ser daxwaza YNKê bo wergirtina Wezareta Navxwe jî got, divê Wezareta Navxwe bibe pişka PDKê ji ber ku YNK dikare posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ku di heman demê de cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên çekar e, aktîf bike. + +Li ser vegerandina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê bo parlamentoyê ku YNK van rojana behsa wê dike jî Barzanî got, destûr venagere parlamentoyê çimkî îhtimala wê heye destûreke nû bê dariştin. + +Serokê PDKê derbarê êrişên çekarî yên li dijî avahiyên PDKê li bajarê Silêmaniyê de jî ragihand, ew êrişên çekdarî li dijî avahiyên PDKê karekî nemêrane ye lê ji kadroyên PDKê hat xwestin ti bersivekî nedin. + +Mesûd Barzanî, li ser kirîza kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava jî daxuyanî da û got, kolandina xendeqê bi raya berpirsên ewlehiyê karekî baş e lê rêya fermî ya sînor jî vekirî ye û hatinçûn didome. + +Barzanî, li ser sedema lidarnexistina Kongreya Netewî ya Kurd jî ku biryar bû par hatiba lidarxistin, axivî û got, Kongreya Netewî ji ber wê ha sekinandin ku PKKê daxwaza nîvê endamên kongrê dikir her wiha dixwest du serokên wê hebin. Lê em qebûl nakin PKK ferhenga xwe bi ser me de bisepîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê bo cara yekê agahiyek nû jî eşkere kir û got, sala 2006an nûnerekî serokê wê demê yê Amerîka Corc Bûş, bêyî ku haya balyozê Amerîka yê Iraqê jê hebe, ji min xwest ku li dijî PKKê operasyonekî bikin lê min qebûl nekir. Lê PKKê van tiştan nahîne ber çavên xwe. + +Mesûd Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî axivî û got, em li benda hilbijartinên Iraqê ne ka bizanin dê çi guhertinekî bi xwe re bîne. Eger rewş bi vî awayî be wê demê emê jî yan konfederalîzm yan jî serxwebûnê bixin rojeva xwe lê bi qasî ku me lêkolîn kiriye konfederalîzm dê arîşeyan çareser bike. + +Barzanî her wiha diyar kir, tişta herî girîng ew e ku êdî welatên kendavê mîna berê me wek dirrinde nabînin ji ber ku berjewendiyên wan li ba me heye. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li ser rêya navbera Kerkûk û Silêmaniyê, efserekî kurd rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. + +Jêderekî ji Asayişa Kerkûkê ji Rûdawê re got, îşev li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê, hinek kesên çekdar ku di nav otomobîlê de bû gulle berda efserekî malnişîn ê Asayişê yê endamê PDKê bi navê Ednan Fatih. + +Wî jêderî da zanîn, ew efserê kurd di bûyerê de bi giranî birînar bû û êrişker jî ji cihê bûyerê reviyan û nayê zanîn kî ne. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, rewşa tenduristiya Ednan Fatih ku niha li nexweşxaneya Kerkûkê ye, ber bi başbûnê ve diçe. + +Dihok (Rûdaw) - Li ser sînorê navbera Rojava û Başûr, 15 endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ku dixwestin derbasî Rojava bibin ji aliyê asayişa Kantona Cizîrê ve hatin girtin. +Endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku dema ku 15 endamên partiya wan dixwestin ji gundê Şilikiyê yê Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê asayişa Kantona Cizîrê li gundê Girbalatê ew girtin. +Ebdulkerîm Mihemed anî ziman ku 8 endamên kongreya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye ku endamê komîteya navendî Salih Cemîl jî di nav wan de bû, ligel 7 endamên din jî yên partiyê li gundê Girbalat ji aliyê asayişê ve hatine girtin û nasname û telefonên wan ji wan hatine standin. +Tê zanîn ku di dema dawî de girtina siyasetvanan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişê ve zêde bûye ku endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Hecî Kalo jî berî çend rojan li ser sînor hatibû girtin û piştre asayişê ew ji Rojavayê Kurdistanê derkiribûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê tekîd kirin ku rêkeftina Hewlêrê bijardeya herî baş e ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê. + +her du polîtbîroyên Partiya Yekîtî û Pêşverû duh li bajarê Qamişlo civiyan û piştî civînê daxuyaniyek derxistin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di tîrmeha sala 2012an de navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, bijardeya herî baş e. + +Her du partiyan herwiha gotin ku ";siyaseta tekane û piştguhxistinê ya ku EGRKê dimeşîne, rewşa Kurdan aloztir dike û nakeve xizmeta gelê Kurd de";. + +Derbarê ENKSê de, Partiya Yekîtî û Partiya Pêşverû tekîd kirin ku divê rola encûmenê bê aktîvkirin ji bo ku bikaribe erkên xwe li ser asta niştimanî û neteweyî bi cî bike. + +Her du partiyan herwiha tekîd kirin ku bijardeya leşkerî di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de êdî mustehîle û ji civaka navdewletî xwestin guvaşên zêdetir bixin ser rejîm û opozîsyonê ji bo ku li danûstandinên Cenêvê vegerin. + +Partiya Yekîtî û Partiya Pêşverû herwiha gotin ";Cenêv bijaredeya herî baş e ji bo ku Sûriyê ji vê krîzê rizgar bike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Kurdên Diyasporayê, Rûdaw, bi mijarên germ û balkêş îro sibehê ket ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê. + +Di hejmara 246an a çapa Ewropa ya Rûdawê de, kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de behsa hewlên nêzîkkirina PDK û PKKê dike. + +Pêncwînî derbarê hewlên xwe de zanyariyên balkêş û nû aşkere dike, ew li ser navê Ocalan dibêje ku bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana jî bibe cîgira wî. + +Herwiha serrawêjkarê aborî yê serokwezîrê Tirkiyê Yigit Bulut ji Rûdawê re diaxfie û dibêje ku Herêma Kurdistanê dikare bibe welatekî ji Îsraîlê xurttir + +Çapa Ewropa ya Rûdawê herwiha wek her hefte cihekî taybet daye nivîskarên xwe û tê de Ako Mihemed ";Dewleta Kurdistanê û dirustkirina hevkêşiyê di navçeyê de"; dixe rojevê, Selahattin Çelik ";Rojeva bê bername"; şirove dike, Jan Dost jî dibêje ";Marquez ne Kurd bû!"; û Prof. Dr. Dr. Ilhan Kizilhan dinvîsîne ku ";Xulamtî an jî Mîrantî: Heyraniya desthilatdaran"; e. + +Ev mijar û çend mijarên din ên di rojeva Kurdên li seranserê dinyayê de di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin. + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera komkujiya Ermeniyan de peyamek belav kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku wê komkujiyê bi hemû rastiyên xwe aşkere bike û ji Ermeniyan lêborînê bixwaze. + +Di ser tevkujiya Ermeniyan re 99 sal derbas bûn. Li gorî Ermeniyan li Tirkiyê milyonek û nîv ermenî hatine kuştin û ev pêkanîn jenosîd e. + +Hin parlamentoyên welatên Ewropayê jî ev bûyer weke jenosîd pejirandin û ji Tirkiyeyê xwestin ku jenosîda Ermeniyan bipejirîne, Lê Tirkiyê ev 99 sal in hertim vê yekê weke bûyereke trajîk bi nav dike û îdîa dike ku Ermeniyên jiyana xwe ji dest dane di koçberiyê de ji ber nexweşiyê mirine. + +Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku weke sîwana hin fraksiyonên Kurd, Ermen û Sûryaniyên li Bakurê Kurdistanê ye, bi boneya vê rojê peyameke nivîskî belav kir. + +KCDê di peyama xwe de xwest dewleta Tirkiyê rastiya dîrokî bipejirîne, komkujiyê bi hemû rastiyên xwe aşkere bike û ji Ermeniyan lêborînê bixwaze. + +KCDê herwiha daxwaz kir ku bi komkujiya Ermeniyan re, dewleta Tirkiyê komkujiyên li hemberî Kurdan li Amed, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Sêwas, Roboskî, Gever û Licê jî bipejirîne, lêborînê bixwaze û van komkujiyan bi her awayî lêkolîn bike û aşkere bike. + +Di sala 1915an de li Tirkiyê ku wê demê dewleta Osmanî bû, li hemberî Ermenî, Kildanî, Sûryanî û Nastûriyan komkujî pêk hatibû û ji milyonekî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan. + +Duh serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxuyaniyek bi 9 zimanan derxist û tê de serxweşî li neviyên qurbaniyên komkujiya Ermeniyan kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Adil Hiznî îro serê sibehê li Başûrê Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe. + +Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, îro serê sibehê dilê wî sekinî. + +Adil Hiznî di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû. + +Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û li gundê Til Helef li başûrê wî bajarî, 2 otombîlên bomberkirî teqiyan. + +Çalakvanê siyasî Zekî Hecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro derdora saet 11.30 bi dema Qamişlo, 2 teqînan bajarê Serê Kaniyê û gundê Til Helef (2 kîlometroyan li başûrê bajêr) hejand. + +Hecî got ku otombîlek li kêleka dibistana Usame Bin Zeyd li ser rêya Dirbêsiyê ku YPGê ji xwe re kiriye baregeh, tînin teqiya û otombîlek din di heman demê de li gundê Til Helef teqiya. + +Li gorî zaniyariyên wî çalakvanî, di encama her du teqînan de, hejmarek kes jiyana xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne. + +Hecî da zanîn ku birîndar ji bo nexweşxaneya Roj li bajarê Serê Kaniyê hatine rakirin û rêveberiya nexweşxaneyê daxwaza xwînbexşînê ji bo birîndaran dikin. + +Hecî herwiha diyar kir ku bajarê Serê Kaniyê ji bal hêzên YPGê ve dorpêçkirî ye ";ji ber tirs heye ku hin otomobîlên bombekirî yên din hebin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Perlemeterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan ragihand ku, eger HDPê dixwaze biserkeve, pêwîste nivî endamên wê ji kesên oldar bin, ji ber piraniya civaka Kurdistanê û Tirkiyê oldarin. + +Tan ji çapemeniyê re axifî û got, herçend AKP xwest bibe partiya partiya hemû gel û pêkhatên li Tirkiyê lê ebû, ji ber wê jî eger HDP dixwaze bibe partiya herî mezin di opozîsyonê de, divê nûnertiya hemû pêkhatiyên Tirkiyê, Misilman, Ewlewî, Kurd, Ereb, Ermenî, û demkratxwazan bike. + +Altan Tan diyar kir ku, tişt nabe kunavê BDPê bê guhartin, lê divê ne tenê perlementerên BDP tevlî HDP bibin, lê pêwîste hevserokên şaredariyan jî tevlî HDPê bibin. + +Perlementerê BDP yê Amedê anî ziman ku,eger BDP dimîne ji bo ku KCK di riya wê de siyasetê bike, bila wiha bibe ku PKK bi navê xwe rasterast li Tirkiyê siyasetê bike, ji ber wê jî eger rast Tirkiyê dixwaze ji pirsgirêkan xilas bibe û bibe dewleteke demokratîk, pêwîste rêberê PKKê Abdula Ocalan ji girtîngehê derbikeve, û bi awayekî aşkere siyasetê bike, û herwiha kesên li Qendîlê jî. + +Altan Tan da zanîn ku, di hilbijartinên 2011an de, wan ji sedî 15 zêdebûnê dengan anîn, lê ji ber ku bi awayekî îdolojîk û çepgir nîzîkî siyasetê bûn, û ji ber ku diruşma Xweseriya Demokratîk dê ava bikin, ku ewqas cî negirt, tenê ji sedî 5 vebûn çêbû, û nîvî dengên kurdan ji AKPê re çûn. + + +Duhok (Rûdaw)- Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, hejmarek mamostayên zanîngehê gotûbêj li ser sedemên bicihnekirina benda 140 a destûra Iraqê kirin. + +Benda 140 taybete bi wan navçeyan ku di serdema desthilata Partiya Baes de guhertinên demografî lê hatine kirin, ji wan parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên wek Şingal, Mexmûr û Xaneqîn ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin. + +Mamostayên zanîngehê ku di gotûbêjê de beşdar bûn, bicihnekirina benda 140 li çend sedeman vedigerînin, ji wan bandora welatên cîran, projeyên partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û hebûna petrolê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor amarên Rêveberiya Pirtûkxaneyên Giştî ya Hewlêrê, di meha Adara borî de 1 hezar û 59 kesan wek mêvan û xwendevan serdana pirtûkxaneyên Hewlêrê kirine. + +Lê bi gotina wan, rêjeya xwendevanên pirtûkan li hember salên heftê û heştêyî, gellekî daketiye, lewra di Roja Cîhanî ya Xwendina Pirtûkan de hinek pêşniyarên wan ji aliyên peywendîdar re hene da ku xelk zêdetir pirtûkan bixwîne. + +Di vê barê de Rêvebera Pirtûkxaneya Zeytûn a Hewlêrê, Naz Felekedîn Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:";Jibilî pêşketina teknelojiyê ku bûye sedema wê ku xwendina pirtûkan di civaka Kurdistanê de kêm bibe."; + +Ji laiyek din ve mamostayê Peymangeha Kargêrî ya Hewlêrê Seidullah Nûrî Pîrdawûd got: "; Li Başûrê Kurdistanê, 163 çapxane hene, ji wan 85 li sînorê parêzgeha Hewlêrê û 75 li Silêmaniyê ne, yên din li Dihokê û Germiyanê ne. Berpirsên pirtûkxaneyan jî daxwaz dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bêtirî girîngiyê bide çapxaneyên navxweyî."; + +Li gor amarên çapxaneya giştî, di sala 2013an de 2 hezar û 458 pirtûk li Başûrê Kurdistanê hatine çapkirin, ji wan bi tenê yek pirtûk akademîk e lê piranî pirtûkên olî û helbestan e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa daxwaz ji parlamenterên Gorranê kir ku bi hûrî çavdêriya hikûmeta bê li Herêma Kurdistanê bikin, hevdem red kir ku ti rêkeftineke siyasî di navbera Tevgera Gorranê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de çêbû be. + +Medyay Tevgera Gorranê belav kir ku, di civîna xwe ligel Parlamenterê Gorranê de, Newşîrwan Mistefa daxwaz ji parlamenteran kir ku bi hûrî çavdêriya kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrên wê bikin, herwiha çav li ser her kêmasiyekê jî negirin. + +Herwiha Mistefa daxwaz ji parlamenterên tevgera xwe li Parlamentoya Kurdistanê kir ku wan proje yasayên ku di xizmeta hemwelatiyên Kurdistnê de ne bipejrînin. + +Derbarê gotegotên hebûna rêkeftinekê navbera PDK û Tevgera Gorranê de, Mistefa wiha diyar kir: ";Ji bilî wê kaxeza ku derbarê pêk anîna hikûmetê de hatiye îmze kirin, ti rêkeftinek siyasî navbera me û PDK nehatiye îmze kirin."; + +Herwiha di civîna Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê ligel parlamenterên wê tevgera, besha gavên dawî yên pêk anîna hikûmetê û hilbijartinên desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Adil Hiznî îro serê sibehê li Başûrê Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe. + +Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, îro serê sibehê dilê wî sekinî. + +Di derketina xwe ya dawî de li ser medyayê, hunermend Adil Hiznî di raporteke Rûdawê de got: ";Qamişlo welatî min û welat gelek şêrîne."; + +Adil Hiznî di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû. + +Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye. + +Dirbêsiyê (Rûdaw) – Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Mehmûd Beşar ji aliyê hêzên asayişa PYDê li Dirbêsiyê hat girtin. Malbata wî jî ragihand, asayişê ji wan re gotiye, dê piştî lêpirsînê wî berdin. +Duh bi şev rojnamevan û peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Mehmûd Beşar li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê asayişa wî bajarî ve hat girtin. +Derheqê girtina Mihemed Beşar de, malbata wî ji Rûdawê re ragihand ku duh Asayişa Dirbêsiyê ew girtin û piştî ku serdana wan kirin, cara ewil înkar kirin ku Beşar li ba wan be lê cara duyem ji wan re gotin, dê lêkolînê pê re bikin û paşê wî berdin. +Li gorî agahiyên malbatê Beşar, dostekî Beşar jî ku ji Tirkiyê hatibû ba wî ji aliyê hêzên Asayişa Dirbêsiyê ve hatiye girtin. +Di sala 2004an bi hêceta ku beşdarî serhildana Qamişlo bûye, ji Zanîngeha Şam hatibû avêtin, lewma neçar ma berê xwe bide Herêma Kurdistanê û li zanîngeha Silêmaniyê hat wergirtin. +Mihemed Beşar piştî kirîza Sûriyê vegeriya bajarê xwe, Dirbêsiyê, û li wir dest bi xebata xwe ya rojnamegeriyê kir û ev zêdetirî 9 meh in wek peyamnêrê Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê kar dike. + +Kobanî (Rûdaw)- Duh bi erêkirina Asayîş û Yekîneyên Parastina Gel li herêma Kobanî, konvoyeke leşkerî ya Tirkiyê, bi mebesta seredana gora Sultan Silêman Şah, ya ku li rex çemê Ferat û nêzîkî pira Qereqozaq li başûrê herêma Kobanî ye, hêzên Tikriyê di deriyê sînorî re derbasî herêma Kobanî bibûn. + +Ew konvoya leşkerî ji hejmareke mezin ya tank û topên Artêşa Tirkiyê tevî 500 esker pêk hatibû. + +Piştî ku Asayîşa herêma Kobanî konvoyas leşkerî ya Tirkiyê gihandibûn çar rêya gundê Xurûs, ku ew xala dawiyê ye li Başûrê herêma Kobanî û di bin kontrola YPGê de ye û nêzîkî 5 km dûrî gora Silêman Şahe, hêzên tirk riya xwe ber bi Silêman Şah ve berdewam kiribûn, di rê de çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) konvo rawestandibûn. + +Çavkaniyeke nêzîkî YPGê ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re li herêma Kobanî tekeze kiribû, ku piştî rawestandina konvoya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, bi demekê, DAIŞ ji wan re erêkiribû ku ew seredana gora Silêman Şah bikin, lê DAIŞ ji wan xwestibû ku ew di deriyê sînorî yê herêma Cerablusê re vegerin Tirkiyê. + +Di derbarê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji bo Sûriyê, Wezîrê Derve yê wî welatî Ahmet Davutoglu got, ew esker ji bo nobeta li ser gora Silêman Şah biguherin derbasî nava axa Sûriyê bûne. + +Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirkiyê Hulusî Akar jî ragihand ku tiştekî awarte tune ye û armanca wan ji şandina eskeran guhertina nobeta li ser gorê ye, ku hikûmeta Tikiyê, wê axa ku gora Silêman Şah li ser hatiye avakirinû di nava axa Sûriyê de ye, axa xwe dibîne. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê, Davutoglu, li parlamentoya Tirkiyê di dema dayîna resepsyonekê de, got ji bo parastina gora Silêman Şah, di warê ewlekariyê de çi were xwestin ewê bikin. + +Çekdarên Daiş jî, ku li derdora wê herêmê destelat in, got ku tank û topên Tirkiyê derbasî nava xaka SÛriyê bûne û li derdora Silêman Şah cih girtine. + +Hate idîakirin ku Tirkiyê nêzîkî 500 esker ji bo parastina wê gorê, derbasî nava axa Sûriyê kirine. + +Silêmanî (Rûdaw) - Li gor kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, PKKê û Qendîlê, Mihemed Emîn Pêncwînî, got, ";eger PDK û PKK bicivin û çareseriyekê ji bo rewşa Rojava nebînin, hinek derfet ji dest diçin."; +PKK doza civînê dike +Nûtirîn dîdara navbera Nêçîrvan Barzanî û Heme Emîn Pêncêwnî di van çend rojên borî de pêk hat. Navborî doz li Nêçîrvan Barzanî kir ku di van nêzîkan de ligel PKKê bicivin, ku wek ew dibêje ev ne yekem car e ji bo vê mebestê Nêçîrvan Barzanî dîtibe: ";Biraderên PKKê berê ji min re gotin ku ji Nêçîrvan Barzanî re bêjim, ew her demê amade ne ligel serkirdayetiya PDKê bicivin, ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûrî (PDK-S) bi heman awayî. Nêrîna Nêçîrvan jî erênî bû."; + +Navborî dibêje berê jî rûniştinên van herdu aliyan hebûn, hinek caran gihiştine encamê û hinek caran jî nakokiyên wan weke xwe mane û got: ";Dîtina min a dawî ligel Nêçîrvan li ser pêşniyara min û agahdariya PKKê bû."; + +";Fifty fifty li Rojava bi ser nakeve"; +PDK, PYDya nêzîkî PKKê tawanbar dike ku ew bi awayekî tekalî Rojava birêvedibe û rê nade patiyên din ku tevlî proseya siyasî bibin. +Bi baweriya Mihemed Emîn Pêncwênî, divê di rûniştinan de PDK û serkirdeyên PKKê pêşî li ser wê yekê li hev bikin ku wek qonaxa yekem êrişên medyayî li beramber hev rawestînin û dibêje: ";Biraderên Rojava ku hevpeymaniya xwe di çarçoveya partiyekê de bi navê PDK-S dirust kirine, doz dikin hêz û asayiş û beşdariya wan jî di hikûmetê de hebe. Qedexe li ser vê yekê li cem PYDê nîne, lê têbîniyên wan jî hene. Dibe bi danûstandinê vê yekê çareser bikin. Çareserî jî ewe ku hêza wan hebe, lê yek serkirdayetiyê dirust bikin. Bi baweriya min ev kanton bûne de-fakto û xwe digirin, divê danûstandin ligel bibe û divê hêzên din jî herin hevbeş bin û bi hev re bibin xwediyên tiştan."; + +PDK-S piştî ragihandina xwe vegeriya Rojavayê Kurdistanê û dozê li PYDê dike ku li wê derê desthilatê û hêzê bi awayê 50 bi 50 dabeş bikin, lê Pêncwênî dibîne ku ev yek bi ser nakeve: ";Ezmûna fifty fifty ya tahl heye, lê xalên hevbeş hene, dikarin li ser xalên hevbeş bigihijin hev û piştre li ser xalên nakokiyan jî li hev bikin. Li cem PYDê dozdariya bûna hêz û asayişa PDK-Sê li Sûriyê cihê danûstandinê ye."; + +Niha hemû hatin û çûn di navbera Bakur, Rojava û Başûr de ji bo rûniştina PDKê û PKKê ye. Nîşan wiha didine xuyanê ku di van nêzîkan de wê ev hevdîtin pêk be. Bi baweriya Pêncwênî, eger PDK û PKK li hev bikin, rewş li Rojava jî aram dibe: ";Ez dozê li herdu aliyan dikim ku vê pirsê bidin dest Kurdên Rojava bi xwe."; + +PDK û PKK du hêzên mezin in li vê navçeyê. PKK nûneriya beşekî mezin ji Kurdan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike. Her tevgereke vê hêzê li cem beşekî ji dewletên ewropî jî xwendin jê re dibe. Hevdem Başûrê Kurdistanê cihekî jeopolîtîkî yê gellekî girîng e li navçeyê, vê yekê wiha kir ku ev du hêz berdewam pêwîstiya wan bi nêzîkbûnê hebe. + +Li gor Mihemed Emîn Pêncwênî, dibe ku petrol bibe faktorekî erênî ji bo dirustkirina dewleta kurdî: ";Wê pêwendiya Tirkiyê ligel me wiha kir ku Tirkiye ji bo konfedrasyonê ne rêgir be û Îran jî karekî wiha nake ku têk bibe."; + +PKK razî ye Barzanî bibe serok +Pêncwênî behsa rola Ocalan kir û red kir ku bandora wî li ser PKK nemabe û dibêje ";rola rêzdar Ocalan di bidawîanîna nakokiyê de heye. Heta niha jî gotina wî ya yekem e û min doz lê kir ku bi xwe têkeve pirsê ji bo hêminkirina vê rewşê. Nameyek ji bo cenabê serok Barzanî şand û got ew razî ye ku ew bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana bibe hevserok, ev bi ser neket. Nameya din a dawî şand ku kak Mesûd bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla jî bibe cîgira wî û niha danûstandin li ser dibe."; + +Pêncwênî herwiha got ku nêrîna Ocalan ew bû ku PKK ligel hêzên siyasî bi her awayî hewl bide nakokiyên sade û navendî çareser bikin û ";kêşeya PKKê bi wê yekê nîne ku kak Mesûd serokê Kongreya Neteweyî be."; + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de BDP û AKPya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan di berberiyeke xurt de bûn, tevî ku nêrîna Ocalan derbarê Erdogan de erênî ye û berê jî got ku ji bo proseya aştiyê hêviyekê di Erdogan de dibîne. Lê di meha Tebaxê de berberiya li Tirkiyê ji bo hilbijartina serokatiyê dîsa gurr dibe. Kurdan heta niha berendamekî xwe ji bo vê hilbijartinê diyar nekirine. + +Pêncwênî dibêje heta niha nîşan wiha diyar dikin ku ";Kurd piştgiriya Erdogan bikin. Nameyên Ocalan ku dibêjin eger Erdogan here ev prose radiweste, wiha dike ku Kurd piştgiriya wî bikin, lê têbîniyên Kurdan jî hene."; + +Doza sereke ya Kurdan jî sererastkirina destûra Tirkiyê ye. Lê gelo dibe? Navborî dibêje Erdogan hewl dide ku sîstema Tirkiyê biguhere û bike sîstema serokatiyê, ev jî ji bo wê yekê ku hemû desthilatan li cem xwe bicivîne; ";Hingê diyar dike çi dike."; + +Pêwendiya YNKê û PKKê +Di vê demê de YNKê serdanên xwe ji bo Bakurê Kurdistanê zêde kirine, bi taybetî piştî ku Mesûd Barzanî û Erdogan serdana Amedê kirin. Pêncwênî pêwendiyên 10 salên borî di navbera PKKê û YNKê de bi ";başî"; dinirxîne. Lê got: ";PKK û YNK naçin bereyekê. Dibe sûda piştgiriya PKKê ji bo YNKê hebe, bi taybetî ji bo hilbijartinê. Beşek ji neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê niha bi awayekî gellekî erênî li siyaseta YNKê dinêrin."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Di salvegera roja destpêka komkujiya li dijî Ermenî û Siryaniyên Anatolyayê de li Kolana Hunerê ya navenda bajarê Dêrsîmê, pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyeke bîranînê li dar xist. + +Hevseroka HDPê ya Dêrsîmê Fatma Kalsen li ser navê girseyê daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên dewletê yên înkarê hê jî berdewam dike. Kalsenê qirkirina Xirîstiyanên Anatoliyayê bi bîr anî û got ku ew jidil hest bi êş û jana gelên Ermen û Siryan dikin û qurbaniyan bi rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin. + +Kalsenê derbirî ku pêş ku qirkirina 1915an sed saliya xwe temam bike, divê tazmînata mexdûrên qirkirinê bên dayîn. Kalsenê qala berpirsyariyên rêveberiya Tirkiyê kir û di vî warî de wiha pê de çû: "Sînorê Tirkiye û Ermenistanê yê yekalî hatiye daxistin, divê bi temamî û ji binî ve bê vekirin. Pêwîst e mafê hemwelatîtiya Ermen û Siryanên li diyasporayê ne li wan bê vegerandin. Divê dawî li morkirina zanyarî, nav û nasnameyan were. Divê mexdûrên qirkirinê bên qerebûkirin. Divê gelê Siryan jî ji 'Mafên Kêmaran' ên di Peymana Lozanê de cî digire, sûd werbigire. Pêwîst e dibistan, dêr û cihên gelemperî yên gelên Ermenî û Siryanî bên nûkirin (çaksazî) û li wan bên vegerandin." + +Kalsenê got ku di encama bûyerên ku di sala 1925an de, di dema Yekemîn Şerê Cîhanê de, bi biryara Cemiyeta Îtîat û Terakî li dijî Ermenî û Siryaniyan hatin destpêkirin de tê gotin ku mîlyon û nîv kesî jiyana xwe ji dest dane. + +Gelê Ermenî vê komkujiyê wekî Medz Yexern (Kareseta/Qirkirina Mezin), gelê Siryanî jî wekî Seyfo (Şûr) bi nav dike. + +Di bîranîna girseyî de Asadûr Enver Devletlî yê ku yek ji Ermeniyê Dêrsîmê ye got ku ew hêvîdar e di salvegera sedemîn de dê hîn bîranînên mezintir bê lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkere kir ku di encama her du teqînên ku duh li bajarê Serê Kaniyê û gundê Til Helefê de qewimîn, 10 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Duh piştî nîvro otombîleke bombekirî li ber navenda YPGê li bajarê Serê Kaniyê teqiya, di heman demê de otombîleke din a bombekirî li ber xaleke kontrolê ya asayişa PYDê li gundê Til Helef ê ku 2 km li başûrê Serê Kaniyê dikeve, teqiya. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku ";di her du teqînan de 3 endamên asayişê, şervanekî YPGê û 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 10 kesên din ên sivîl birîndar bûn";. + +Di daxuyaniya YPGê de ku wek baskê leşkerî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, hatiye gotin ku piraniya qurbaniyên teqîna li Til Helefê ji Erebên gund in. + +Li aliyê din, YPGê aşkere kir ku şervanekî wan li gundê Zehir el-Ereb ê di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de ji aliyê grûpeke ku ji 4 kesan pêk dihat hat kuştin. + +Li gor daxuyaniyê, piştî bûyerê şervanên YPGê karîn endamên wê grûpê bi temamî bikujin û çend gumanbar jî girtin. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) amadekariyan ji bo lidarxistina kongreya xwe dike û wê tê de guhertinek mezin pêk bîne. + +BDPê di kongreyê de plan dike ku navê xwe biguherîne û li şûna Partiya Aştiya Demokrasiyê (BDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ava bike. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, BDPê wê di serê meha hezîranê de kongreya xwe pêk bîne û wê navê partiya xwe biguherîne. + +Li gorî gotinên BDPiyan, partiya nû wê bibe partiya kadroyan. Li hemberî vê yekê jî dê li Tirkiye û herêmê di bin baneyê partiyekê de xebatên xwe berdewam bike. + +Di 28ê nîsanê de parlamenterên BDPê wê tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin û di bin baneyê HDPê de karên xwe berdewam bikin. + +Tê plankirin ku HDP û BDPê di hezîranê de kongreya xwe pêk bînin û piştî kongreyê, vê carê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna xwe ya giştî pêk bîne. + +Li gor heman ajansê, li bendê ye ku ji bo hevserokên KCDê, şaredarê Amedê yê berê Osman Baydemîr hevseroka KCDê ya berê Aysel Tugluk û hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş bibin namzed. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro piştî nîvro wê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bicive û biryara dawî derbarê beşdarîkirin di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bide. + +Endamê polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de wê pirsa beşdarîkirina YNKê di hikûmeta nû de û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin. + +Di bersiva pirsekê de ku gelo di wê civînê de YNKê dê biryara dawî li ser beşdarîkirina di hikûmetê de bide, Muftî got ";Ev yek wê di civînê de biryar li ser bê dayîn";. + +PDKê ku bi erka avakirina hikûmetê radibe, postên cîgirê serokwezîr, sekreterê parlamentoyê, wezareta xwendina bilind, wezareta şehîdan, wezareta tenduristiyê û wezareta rewşenbîrî wek para YNKê di hikûmeta nû de veqetandine, lê YNKê bi vê parê neraziye. + +Civîna îro ya polîtbîroya YNKê di demekê de ye ku biryar e roja yekşem an jî duşemê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya xwe hilbijêre. Lê hîn nediyare bê YNKê wê tevlî civînê bibe yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li nêzîkî bazara Macîdî Mall li bajarê Hewlêrê û di encama bûyereke trafîkê de, kurekî emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr bi giranî birîndar bû. + +Ofîsa Elî Bapîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Şerîf Elî Bapîr ê 19 salî ku xwendekarê 12ê amadeyî ye, dema cadeyeke li nêzîk mala xwe derbas dikirir, otombîleke ji curê Tida lêda. + +Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku tenduristiya kurê emîrê Komela Îslamî xirab e û bijîşkan 72 jê re danîne. + +Ofîsa Elî Bapîr aşkere kir ku Elî Bapîr û malbata wî heta niha ti dozek venekirine û her li nexweşxaneyê şorêfê otombîlê efû kirine û ji polîs re gotine ku ";tiştê çêbûye qeza û qedera xweda bû û em dozê li dijî ti kesî venakin";. + + +Elî Baprî û kurê wî Şerîf / Wêne: Malpera Şirove + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê du teqînan bajarokê Dûbiz ê ser bi parêzgeah Kerkûkê ve hejandin û di encam de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn. + +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Her du teqînê bajarokê Dûbiz li navçeya Qerebeg hatine encamdan."; + +Herwiha Qadir diyar kir ku: ";Teqîna yekem demjimêr 7:30 û ya duyem demjimêr 9 bi dema Hewlêrê hatinencamdan."; + +Di teqîna yekem de kesekî jiyana xwe jidest da û di teqîna duyem de jî efserekî Artêşa Iraqê û polîsek birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, wê sibê şemiyê biçe Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê ku ji wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê sibê biçin Îmraliyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Pervin Buldan ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê biçin Îmraliyê. + +Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de de barê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû, nirxandin bên kirin. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê. + +Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin. + +Amed (Rûdaw) – Serokê Platforma Kurdên Demokrat û Serokê berê yê PDK-Bakûr Sertac Bûcak, bi tundî rexne li Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) kir û got, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê PDKa eslî PDK-Bakûr ji ber wê jî nedibû wê partiyê navê PDKê li xwe kiriba ji ber ku ev kar ne exlaqî ye û xebata PDK-Bakûrê bloke dike. + +Çend roj berê partiya kurdî ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hat pejirandin. PDK-Tê roja 3ê Sibata îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabû. + +Li hember vê yekê, Serokê Platforma Kurdên Demokrat û Serokê berê yê PDK-Bakûr Sertac Bûcak, beşdarî bûltenya saet 17:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti pêwendiyeke wan bi PDK-T re tine ji ber ku partiya orjînal PDK-Bakûr nek PDK-T. + +Sertac Bûcak, bi tundî rexne li PDK-Tê jî kir û got, nedibû wê partiyê navê PDK li xwe kiriba ji ber ku ev kar ne exlaqî ye her wiha xebata PDK-Babakûr jî binpê dike. + +Bûcak diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê îsal hatiye avakirin lê partiya PDK-Bakûr sala 1965an li Amedê û bi navê PDK-T hatiye damezirandin û wiha axivî: ";Navê partiya nû TPDK ye nek PDK-T ji ber ku navê partiya eslî PDK-T."; + +Sertac Bûcak ku serokê berê yê PDK-Bakûr ye, anî ziman ku bikaranîna navê partiya wan ji aliyê partiyeke din ve exlaqî nîne û dibe sebeba derxistina tevliheviyê çimkî piştî ragihandina wê partiyê gel pîrozbahî li wan dikin lê ew ji gel re dibêjin ku ti pêwendiyeke wan bi partiya nû re tine. + +Li gorî Bûcak, zêdebûna partiyan tiştekî normal e lê divê hemû partiyên kurd li ser pirsa Kurdistanê yekdeng bin lê em bi xwe bawer in û em li ser rêya Barzaniyê nemir dimeşin, em xwe wek partiyeke opozîsyon nabînin û ti partiyeke kurdî jî mîna dujmin nabînin. + +Sertac Bûcak destnîşan kir ku divê pirsa kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin helbet mafê kurdan ên dewletek serbixwe jî heye lê şert û mercên vê yekê niha tine. + +Serokê Platforma Kurdên Demokrat eşkere kir ku li gorî wan sîstema federalîzmê li Tirkiyê dikare pirsa kurd çareser bike lê beriya vê yekê divê sîstemek demokratîk li Tirkiyê çêbibe. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Li Çiyayê Meskanê yê Colemêrgê ku bi lez û bez qereqolên leşkerî lê tên avakirin û tevgera leşkerî zêde dibe wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" hat îlankirin. +Li bintara Çiyayê Meskanê li gel hemû nerazîbûn û bertekan avakirina qereqolan û tevgera leşkerî berdewam dike. + +Rêxistina BDP'ê û saziyên sivîl di 6'ê Nîsanê de li dijî qereqol û kelekolan dest bi nobetê kiribûn û piştî nobeta 11 rojan Waliyê Colemêrgê daxuyanî da û diyar kir ku dê qereqol neyên avakirin, li ser soza Waliyê Colemêrgê rêveber û endamên BDP'ê dawî li çalakiya nobetê anîbûn lê dîsa xebata avakirina qereqolan dest pêkir. + +Ji ber vê jî rêveberên BDP'ê biryar girtin ku di 17'ê Nîsanê de dîsa biçin Çiyayê Meskanê û nobeta li dijî qereqolan berdewam bikin. Rêveberên BDP'ê ku çûn herêmê û bi leşkeran re hevdîtin pêk anîn, leşkeran diyar kirin ku "Herêma Qedexe ya Leşkerî" hatiye îlankirin. + +Heyeta BDP'ê ku ji Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê Mustafa Miraz Çalli û rêveberan pêk dihat çûn çiyayê Meskanê. + +Çalli anî ziman ku li lûtkeya çiyê zêdeyî 200 leşker hebûn û karê çêkirina qereqolan berdewam dike û da zanîn ku li qada ku gel lê kon vedabû nivîsa "TC" (Komara Tirkiyê) hatiye nivîsandin û leşkeran aniye ziman ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya leşkerî ve wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" hatiye îlankirin. + +Çalli, anî ziman ku ev helwest li dijî pêvajoya aştiyê ye û dê vê yekê qebûl nekin. + +Li aliyê din, Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê dê sibê saet di 11.00'an de dîsa derkevin çiyayê Meskanê û li dijî avakirina qereqolan bertekên xwe bînin ziman. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Parlamentoya Kurdistanê dê roja yekşemê (27ê Nîsanê) bicive û desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêre. + +Di çarçoveya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û li gorî agahiyên Rûdawê, Parlamentoya Kurdistanê dê roja 27ê Nîsana îsal bicive. + +Parlamentoya Kurdistanê di demekî de dicive ku heta niha YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê eşkere nekirine ka dê beşdarî hikûmeta nû bibin yan na. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtû Ebûbekir Heledenî, li ser civîna parlamentoyê ji Rûdawê re got, emê beşdarî civîna parlamentoyê bibin ji ber ku me gellek hewl dane da ku desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin. + +Heledenî anî ziman, Yekgirtû pêkanîna hikûmet û civîna parlamentoyê ji hev cuda dibîne ji ber ku hilbijartina serokatiya parlamentoyê ji pêkanîna hikûmetê hêsantir e. + +Parlamenterê YNKê Goran Azad jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, em li dijî civîna parlamentoyê nînin, dema parlamento civiya emê jî beşdar bibin, her çiqas heta miha em bo civînê nehatibûn vexwendin jî. + +Goran Azad anî ziman, eger di civîna parlamentoyê de mebest şikandina YNKê be wê çaxê YNK dê ";bi sûrprîzekê"; bersiv bide û wiha got: ";Ez tiştekî li ser sûrprîza YNKê nabêjim, dema roja wê hat emê eşkere bikin."; + +Parlamentoya Kurdistanê, yekemîn civîna xwe ya piştî hilbijartinan roja 6ê Mijdara 2013an li dar xistibû lê ji ber pêknehatina hikûmetê civîn bêencam mabû. + +Zêdetirî 7 mehan e hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatiye kirin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Heta niha PDK, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirine lê YNK û Yekgirtûya Îslamî ji pişka xwe di kabîneya heştem de razî nînin. + +Enqere (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê recep Teyîp Erdogan cara yekem roja 24ê nîsanê ku Ermenî vê rojê weke roja komkujiya Ermeniyan qebûl dikin, peyama sersaxiyê şand. Di peyama Erdogan de ji neviyên Ermeniyên ku di sala 1915an de mirine, sersaxî hate xwastin, bi vî awayî Tirkiye yekemîn car roja 24ê nîsanê weke roja bîranînê qebûl kir. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikumetê Bulent Arinç di daxuyaniyeke taybet a ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di dema şerê cîhanê yê yekem de, digel Ermeniyan gelek neteweyan êş û azar dîtine, lê ev bûyer nayên wateya komkujiya Ermeniyan. + +Bulent Arinç got ";Di wê serdemê de gelek tiştên ne baş pêk hatine. Em vê dizanin. Ne tenê ji Ermeniyan, lê belê ji neteweyên din jî ji Tirkan jî gelek kes mirin, yan jî em bêjin hatine kuştin. Di tehcîrê de, dema Ermenî koçber bûn di rê de gelek ji wan hatin kuştin. Ev bûyer pirranî bi destê çeteyan pêk hatin. Bûyerên 1915ê li temamî Tirkiyê pêk nehatin û armanc jî tinekirina Ermeniyan nebû. + +Arinç bal kişande ser wê yekê ku Erdogan bi hestên mirovahiyê sersaxî ji Ermeniyan re xwestiye û divê Ermenistan jî li gor vê helwestê bersivekê bide. + +Cîgirê serokwezirê Tirkiyê û berdevkê hikumetê herwiha got ";Dema birêz Abdullah Gul wezîrê karên derve bû, me xwest em têkiliyên xwe bi Ermenistanê re baş bikin. Wezîrê me çû Ermenistanê, lê me got bila rewşa Azerbaycanê jî bê dîtin. Ermenistan bûyerên 1915ê ji bo xwe weke qulpekî dibîne û heta niha jî Ermenistanê sozên xwe bi cih nekirine. Dîyaspora û Ermenistan dixwaze li ser wan bûyeran propagendeyê bike û ji bo berjewendiyên siyasî bi kar bîne";. + +Ermenî roja 24ê nîsana 1915an ku wê rojê 2345 rewşenbîrên ermenî li Stenbolê hatibûn girtin, weke roja komkujiya Ermeniyan qebûl dikin û her sal 24ê nîsanê li Ermenistan û li gelek deverên cîhanê bi navê roja komkujiya Ermeniyan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. + +Amed (Rûdaw) - Di 99. Salvegera Jenosîda Ermeniyan de ji bo ku êş û qehrên Ermeniyan werin zanîn û bibîranîn, pêşangeheke ku ji 99 wêneyan pêk tê, hate vekirin. Ev wêne ji kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê û li Fransayê hatine kişandin. Kesên ku ji jenosîdê reviyane û xwe li Fransayê veşartine ji bo ku qeyda wan were girtin wek nasnameyê wêneyê wan hatiye kişandin. Ev wêne jî aliyê Komela Aram ya Parîsê ve li Amedê hate pêşandan. + +Serokê Komela Aram Narojan Artîn, li ser vê pêşangehê ji Rûdawê re got: Wateya vê pêşangehê ji bo me pir mezin e. Ev kesên di van wêneyan de kal û dapîrên me ne. Demekê ew jî li vir dijiyan Ev der ji bo wan çavkaniya bextewariyê bû. Ji bo ku careke din ev tişt nebin pêwîste em nedin ji bîr kirin. + +Rewşenbîr, siyasetmedar û rêveberên kurd jî serdana pêşangehê kirin û dan zanîn ku êş û qehrên Ermeniyan di heman demê de êşên kurda ne jî û ewê tû carî bûyerên bi vî rengî dîrokî û trajîk nedin ji bîr kirin. + +Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî serdana pêşangehê kir û ji Rûdawê re got: Em li vir ji bo ku qehr û êşên Ermeniyan parve bikin kom bûn. Ev pêşangeh jî dide zanîn ku Ermenî çiqas ji rewşên zor û giran derbas bûne. + +Pêşangeha wêneyên kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê dê heta 2'yê Gûlanê vekirî be. Rewşenbîrên kurd bang dikin ku pêwîste her kurdek ji bo empatiya xwe xurt bike serdana vê pêşangehê bike. + + + Wan (Rûdaw) – Li navçeya Elbakê ya Wanê, di encama şerê du koman de kesek birîndar bû û zarokek jî hat kuştin. + +Duh li navçeya Elbakê ya Wanê, di navbera du koman de alozî derket û di encamê de welatiyek ku tê gotin şivan bû, rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. + +Li gorî agahiyên, îro danê sibê yek ji xizmên kesê birîndar bo standina tola mirovê xwe, bi kilaşînkofê gulle berda zarokekî 12 salî yê xizmê kesê êrişkar. + +Di bûyerê de 16 gulle li zarok ket û di cih de mir. + +Piştî bûyerê hêzên polîs û cendirme dest bi lêpirsîn û lêkolînan kirin û kesek girtin lê kujerê zarokê 12 salî ji cihê bûyerê reviya. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji serkirde û damezirênerên navdar ên Tevgera Gorranê bi navê Salar Ezîz, ji tevgerê veqetiya û bi tunî rexne li Organîzatorê Giştî Newşîrwan Mistefa kir. + +Salar Ezîz ku di damzirandina Tevgera Gorranê de rolek girîng lîstibû û demek dirêj bû ji tevgerê ";xeyîdî bû";, ji tevgerê veqetiya. + +Ezîz di daxuyaniyekê de bi tundî li dijî beşdariya Tevgera Gorranê di hikûmeta nû de derket û got, Gorran ji bo guhertina sîstemê hatiye avakirin nek bo beşdarî di sîstemê de. + +Li gorî Salar Ezîz, eger mebesta Gorranê ew bû ku beşdarî vê sîstemê bibe wê çaxê bila hema nav YNKê de bima ku wê demê giranî û hêza me li hember aliyên din zêdetir dibû. + +Wî rayedarê berê yê Gorranê rexneyên giran li organîzatorê giştî Newşîrwan Mistefa jî kir û got, organîzatorê giştî kûdeta kir û xencera jehrî li canê hemû heval û hogirên Gorranê her wiha pirensîbên demokratîk û exlaqî yên tevgerê da. + +Di beşek din a daxuyaniyê de, Salar Ezîz hişyariya hebûna pilanekê li dijî bajarê Silêmaniyê dide û dibêje, pilanek ji bo alozkirin û têkdana Silêmaniyê hatiye amadekirin û mebesta pilanê jî nehîştina aştiya civakî û şikandina hemû tiştên pîroz û berdana hev û astengkirina vegera destûrê bo parlamentoyê, şikandina hestên netewî bi taybet hilweşandina refên YNKê ye. + +Ezîz di berdewamiya gotina xwe de wiha tîne ziman, çimkî YNK rolek mezin di piştevanîkirina Rojava û Bakûrê Kurdistanê de heye. organîzatorê Gorranê jî dixwaze gurzekî li YNKê bide ji ber wê jî çi bixwaze çi nexwaze dikeve xizmeta vê pilana şêlû… + +Hewlêr (Rûdaw) – Malpera bi navê ";www.lekolin.org"; ku bi zimanê tirkî weşanê dike, wek her car, dîsa nûçeyek derew li ser Tora Medyayî ya Rûdawê belav kiriye. + +Malpera han di nûçeya vê carê de, buxtan avêtiye ser her du hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed û Rêbwar Kerîm Welî ku qaşo ";girêdayî MÎTa Tirkiyê"; ne, her wiha sê meh in karmendên Rûdawê mûçe wernegirtine. + +Em ji wê malperê re dibêjin; hûn nikarin tenê karmendekî Rûdawê nîşan bidin ku sê meh in ji ber tinebûna pere mûçe wernegirtiye. Em li ser buxtan û derewên din jî heman tiştî dibêjin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê +25/04/2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, biçe girava Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê ku ji parlamenterên BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê îro biçin Îmraliyê. + +Pervin Buldan duh ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê (îro) biçin Îmraliyê. + +Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de derbarê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû de nirxandin bên kirin. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê. + +Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin. + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) derbarê rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan ên di hilbijartinê de dengê xwe kêm kirine yan jî ewder ji dest dane de lêpirsîn da destpêkirin. + +Piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê, her partî niha di nava xwe de nirxandinên encamên hilbijartinan dike û hewl dide li ser van nirxandinan plansaziyeke baş ji bo pêşerojê derxe. + +Di hilbijartinên herêmî de AKP û BDPê weke partiyên herî serkeftî hatin bilêvkirin. Her çiqas BDPê hejmara şaredariyên xwe zêde kiribe jî, lê li gelek cihên ku şaredarî di wê de bûn, dengên bilind wenda kir. + +BDPê derbarê rêveberî û rêxistinên xwe yên bajar, navçe û bajarokên ku di hilbijartinê de dengê xwe kêm kirine yan jî ew der ji dest dane de lêpirsîn da destpêkirin. + +BDPê di rêya van lêpirsînan re dixwaze hesaba vê têkçûnê ji rêveberên xwe bistîne û hem jî hewl dide ku sedemên cur bi cur ên kêmkirina dengan fêm bike û li gorî vê yekê proje û plansaziyek derxe. + +Niha li gelek bajar û navçeyên ku BDPê dengê xwe kêm kirine, civîn li ser civînan têne kirin, encamên hilbijartinan û sedemên têkçûnê têne nirxandin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî Rûdawê bi dest xistine, BDPê li Amedê herî zêde ji navçeya Baglarê xeyalşikestî bûye. Baglar ku di nava navçeyan de weke kela BDPê tê naskirin, di van hilbijartinan de dengê xwe ji sedî 20 kêm kir. + +BDPê li cihên weke Erxenî, Çinar, Yenîşehîr û hin navçeyên din jî dengê xwe kêm kiribû û li tevahiya Amedê li gorî hilbijartina berê ji sedî 11 deng wenda kiribû. Dema ji sedî 5 dengên ku Huda-Parê girtin jî li ber çavan bigre, rêjeya wendakirina dengan derdikeve ji sedî 16. + +Li gorî nirxandinan eger dengên ji Farqîn û Bismilê bo şaredariya mezin nehatana, BDPê dikarîbû şaredariya Amedê wenda jî bike. Ji ber vê yekê BDPê dixwaze bi lêpirsîneke berfireh sedemên van têkçûnan yek bi yek peyda bike û ji bo hilbijartina parlamentoyê bi vîzyoneke nû derkeve pêşberî hilbijêran. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Yekîtiya Ragihandina Azad"; ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, derkirina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê Orinet Rodî Îbrahîm ji Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û xwest asayiş rojnamevanan biparêze. + +Yekîtiya Ragihandina Azad ku li Rojavayê Kurdistanê xwe wek nûner û parêzerê rojnamevanan dide naskirin, daxuyaniyek derbarê wan her du rojnamevanên Kurd belav kir ku di 18ê nîsanê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve hatibûn revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew avêtin ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji Rojava derkirin û gefa kuştinê li wan xwarin eger vegerin Rojava. + +Di daxuyaniya wê yekîtiyê de hatiye gotin ku ";piştî bûyerê bi rojekê nûçeya revandin û derkirina her du rojnamevana gihişte wan, lê wan lêkolîn kir û nikarîn bigihin ti delîl û şahidekî li ser wê bûyerê";. + +Pêşewa Behewlî derbarê bûyera revandinê de ji Rûdawê re gotibû ku ";ew ji aliyê grûpeke çekdarî ku ji 6 çekdan pêk dihat û xwe wek Saziya Malbatên Şehîdên YPGê dane naskirin ve hatine revandin û derkirin";. + +Derbarê vê yekê de, Yekîtiya Ragihandina Azad got ku ";wan serdana Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo kiriye û di serdanê de wê saziyê tekîd kiriye ku ti zaniyarên wê li ser bûyerê tine ne û ti têkiliya wê jî bi bûyera revandin û derkirina her du rojnamevanan ve nîne";. + +Ji ber ku niha hêzên YPGê û asayişê ku her du jî wek hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin, lewra Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de dibêje ku wan serdana hêzên asayişê li Qamişlo kirine, lê wan jî gotine ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin û hîn negihiştine ti encamekê. + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku berpirsên yekîtiyê serdana hêzên YPGê jî kirine û ";wan jî tekîd kirine ku ti zaniyariyên wan li ser bûyerê tine ne";. + +Yekîtiya Ragihandina Azad di dawiya daxuyaniya xwe de, revandin û derkirina her du rojnamevanên Kurd Pêşewa Behlewî û Rodî Îbrahîm ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ji hêzên asayişê li Rojava xwest ku hemû rojnamevanên ku bi awayekî fermî kar dikin, biparêze. + +Tora Medyayî ya Rûdawê di 21ê nîsanê de daxuyaniyek derbarê vê bûyerê de belav kiribû û tê de ragihand ku wê çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê wan ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin. + +Herwiha ragihad ku Pêşewa Behlwî wê vegere mala xwe li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam bibe û got ku berpirsên Kantona Cizîrê û PYPê berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji bo ku tevlî kampaniya hilbijartinan a partiyê xwe bibe, wê îro biçe bajarokê Zaxo. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro Nêçîrvan Barzanî wê li Zaxo beşdarî şahiya hilbijartinan a PDKê bibe. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê sibê li Duhokê jî tevlî şahiyeke bo heman mebestê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvîneke taybet ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkaniye û tê de behsa çend mijarên girîng dike. + +Pêşkêşkarê televizyona Rûdawê Hîwa Cemal ku ew hevpeyvîn pêkaniye, ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li ser 4 mijarên serekî axifiye. + +Mijara yekem, avakirina hikûmetê û gotûbêjên şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK). Herwiha behsa çarenivîsa rêkeftina stratejîk a di navbera her du partiyan de dike. Nêçîrvan Barzanî di vir de axaftinên nû dike. + +Mijara duyem, li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser enerjiyê ye. Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna Rûdawê de wek cara yekem pirsgirêkên ligel Bexdayê diyar dike û behsa roja firoştina petrolê dike. + +Mijara sêyem li ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ye. Derbarê vê yekê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî aşkere dike bê petrola Herêma Kurdistana çawa difiroşine Tirkiyê û pereyên dahata petrolê li kîjan bankê tê danîn. + +Têkiliyên di navbera kantonên li Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha têkiliyên PKKê û PDKê, mijara çarem a hevpeyvînnê ye. Nêçîrvan Barzanî li vir behsa wê yekê dike bê ewê ligel PKKê gotûbêjê bikin yan na. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her di hevpeyvîna taybet a Rûdawê de bersiva çend pirsên derbarê budce, mûçe û hêzên pêşmerge de dide û behsa Rûdawê jî dike. + +Di van nêzîkan de Rûdaw wê hevpeyvîna taybet ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser 2 xelekan biweşîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê xendeqa Hewlêrê ku wek ";kembera ewlekariyê"; bi nav dike, belav kir û tê de tekîd dike ku ti mebestên siyasî li pey wê xendeqê tine ne. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";kembera ewlekariyê ya bajarê Hewlêrê mijareke ewlekarî ye û bi mebesta peydakirina ewlekariyê ji bi bajarê Hewlêrê û prastina milk û malên hemwelatiyan û rêgirtin li derbasbûna terorîstan, ev çend sale li derdora Hewlêrê hatiye kolandin";. + +Rêveberiya Asayişa Hewlêrê diyar kir ku ";ji ber cografiya bajarê Hewlêrê ji hemû aliyekî de vekiriye û deşt e , her wek çawa li hawîrdoa bajarê Kerkûkê kembereke ewlekariyê hatiye kolandin"; û wek karekî baş da zanîn. + +Di daxuyaniyê de herwiha got ";Tiştê ku niha tê behskirin bi tenê veguhestina cihê wê kemberê ye, ji ber ku sînorê bajarê Hewlêrê berfereh bûye, bi awayekî ku rûberekî berferehtir li xwe bigire";. + +Rêveberiya Asayişa Hewlêrê bal kişand ku ew kember li hawîrdora Hewlêrê hatiye kolandin û dê 18 xalên kontrolê li wê kemberê bên danîn ji bo ku hatin û çûna hemwelatiyan li derdora bajarê Hewlêrê hêsan bibe";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Nitştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba wê di dawiya vê heftiyê de biçe Washingtonê û ji rayedarên Amerîka bixwaze ku alîkariyên zêdetir ên leşkerî bide hêzên opozîsyona Sûriyê. + +El-Cerba wê di serdana xwe de bi endamên Kongresê re bicive, her wiha wê hinek civînên din bi berpirsên wezareta derve ya Amerîka re bicive û biryare serdana hejmarek ji navendên lêkolînan jî bike. + +Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê gotin ku di dawiya serdana xwe de, el-Cerba wê bi şêwirmenda ewlekariya neteweyî ya Amerîka Sozan Rays re bicive. + +Li gor heman çavkaniyan, di vê serdanê de wê endamekî desteya erkanên Artêşa Azad jî wê cih bigire, ji ber bi gotina wna, hebûna kesatiyek leşkerî di nav şanda opozîsyonê de gelekî girîng e da ku pêwîstiyên Artêşa Azad ji çekan û alîkariyan ji rayedarên Amerîka re zelal bike. + +Berî niha el-Cerba serdana Çînê kiribû û ligel wezîrê derve û hejmarek berpirsên wî welatî re civiya bû. + + +Sine (Rûdaw) – Pêşnimêjê Nimêja Îniyê û Nûnerê parêzgeha Sine di Encumena Aqilmendan a Rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî ji ber nexweşiyê û di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê pêşnimêjê bajarê Sine û nûnerê parêzgeha Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî, li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Tehranê jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên, mamosta Muctehidî nêzîkî 10 roj berê rakiribûn nexweşxaneya bajarê Sine lê piştî çend rojan ew biribûn nexweşxaneya Taliqanî ya Tehranê. + +Mamosta Hisamedîn Muctehidî, 10 sal bû pêşnimêjiya îniyê ya Sine dikir û 2 sal berê jî wek nûnerê Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê hatibû hilbijartin. + +Mamosta Muctehidî di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Kamil Hacî Elî, bersiva YPGê da û ragihand, kurê wî ne di navê rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de ye. + +Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG-baskê çekdarî yê PYDê) Mehmûd Berxwedan, ji malpereke Rojavayê Kurdistanê re îdia kiriye ku kurê wezîrê ewqafê yê Herêma Kurdistanê di nav refên DAIŞê de ye û li dijî hêzên YPGê şer dike. + +Li hember vê yekê, wezîrê ewqafê Kamil Hacî Elî, j Rûdwê re got, tenê kurekî min heye û ew jî niha li zanîngeha bajarê Koyê yê Herêma Kurdistanê dixwîne. + +Kamil Hacî Elî, diyar kir ku ji ber wê jî daxuyaniya YPGê rast nîne û kurê wî ne di nav DAIŞê de ye. + +Beriya niha jî wezîrê ewqafê yê Herêma Kurdistanê li ser tevlêbûna xortên Başûr bo nav rêxistina DAIŞê li Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan dabû û ew yek şermezar kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xelkê bajarê Zaxo li Başûrê Kurdistanê daxwaz li cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku bajarê wan bibe parêzgeh û li himber vê yekê, Barzanî jî soz da ku dê hemû hewlên xwe bo vê yekê bide. +Di çarçoveya xebatên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê yên PDKê de , Nêçîrvan Barzanî di ahengeke cemawerî ya alîgirên PDKê de li Zaxo gotarek pêşkê kir. +Cemawerên amade çendîn caran dengê xwe bilind kirin û daxwaza biparêzgehbûna Zaxo ji Nêçîrvan Barzanî kirin, di himber de Barzanî soz da ku ew wek serokwezîr û alîkarê serokê PDK dê hewl bide vê daxwaza Zaxoyiyan pêk bîne. +Herwiha Barzanî ragihand ku pêwîste parlamenterên Kurd li Bexadyê destkefên Kurdan ên di destûra Iraqê ya sala 2004an û 2005an de hatiye pejrandin, biparêzin. +Derbarê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîr Barzanî got: ";Eger ew bawer dikin ku dê bi van tiştan miletê Kurd teslîm bigirin, ez ji Zaxo bo wan dibêjim ew xewn e bo wan, miletê me miletekî xweragir e û ti çarî çokê dananê li himber wan tiştên ku Bexda dike. Bi ti awayekî em çokê dananên bo guvaşên Bexdayê. Em qebûl nakin karta bûdceyê wek mafekî gelê me li dijî gelê me bê bikaranîn."; +Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku wan bawer dikir ku Iraq hatiye guhertin lê niha bi biryareke xweser Bexad mûçeyê Herêma Kurdistanê dibirre û got: ";Emê hewl bidin mûçeyê peyda bikin û nahêlin ew mûçe bê xwarin. Emê mekanîzmeke nû li Bexdayê pêk bînin da êdî bi biryareke yekalî kes nikaribe mûçeyê me bibirre."; +Barzanî balkişand ku dê sendûqên dengdanê arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê çareser bikin û daxwaz kir ku hemû kes tevî pîrejin û pîremêran roja 30ê Nîsanê berê xwe bidin navendên dengdanê û got: ";Ev her 4 salên bê, gellekî girîng in bo berevaniya mafên Kurdistanê li Bexadyê û serxwebûna aborî ya Kurdistanê."; +Di ahengê de hunermendên kurd Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî amade bûn. +Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêşketin û avedaniya li Herêma Kurdistanê heye kir û got: ";Karwana avakirina Herêma Kurdistanê nayê rawestandin."; +Barzanî amaje bi serdana vê dawiyê ya şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tikriyê kir û behsa vekirina 5 deriyên sînorî yên nû di navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê de kir û got: ";Ev yek dê bibe sedemek bo pêşvebirina barê aborî li Herêma Kurdistanê û dê karê bazirganiyê navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê zêde bike."; +Derbarê pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barrzanî ragihand ku: ";Em dixwazin hikûmeteke binfereh pêk bînin ku hemû alî tê de beşdar bibin û her kes tê de serkeftî be û xizmeta hemû Kurdekî bike."; +Di mîtînga hilbijartinê ya PDKê de, parêzgarê Dihokê Temer Remezan, hunermendên navdar Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî beşdar bûn. +Tatlises li kêleka Teter Remezan rûniştibû û ala PDKê avêtibû stûyê xwe. +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa PYD û hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê de çêbû û di encam de du kes birîndar bûn. + +Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Derdora saet 19:30 bi dema Qamişlo, li navenda bajêr şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û otombîleke asayişa dewletê (Emin Dewle) a rejîmê de derket."; + +Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, got: ";Dema ku otombîleke hêzên asayişa dewletê di ber xaleke asayişê re li cem filkeya Sonî li navenda bazara Qamişlo derbas bû û ranewesta, lewma yek ji endamên asayişê gulle berda otombîlê û piştre otombîle ewlekariya rejîmê jî rawesta û bi gulleyan bersiv da."; + +Li gor agahiyên çavkaniyê, şerê di navbera her du aliyan de nêzîkî 15 deqîqan domand û di encam de endamekî asayişê û yek ji hêzên ewlekariya dewletê birîndar ketin. + +Herwih ji encama şer piraniya dikanên bazara Qamişlo yên nêzîkî cihê bûyerê hatin girtin. + + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê û li navçeya Lîce ya Amedê çêkirina qereqolan hat şermezarkirin lê di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn di navbera wan û xwepêşanderan de derket, ji ber wê jî li Dêrsimê 3 kes birîndar bûn û li Lîcê jî 2 efserên tirk ji aliyê gel ve hatin desteserkirin. +Îro li gundê Sûtlûce yê Dêrsimê, nêzîkî 300 kesan xwestin çêkirina qereqolan li gund şermezar bikin lê rastî mudaxeleya tund a hêzên cendirme hatin. +Li gorî agahiyan, xwepêşander ku di nav wan de hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, berpirsê BDPê yê Dêrsimê Ergîn Dogru, berpirsa BDPê ya Dêrsimê Fatma Kalsen, nûnerên saziyên sivîl û hejmarek welatî hebûn, ber bi cihê ku qereqol lê tê çêkirin ve meşiyan. +Li nêzîkî qereqolê, berpirsê BDPê yê Dêrsimê Ergîn Dogru, daxuyaniyek da û ragihand, di demekî de çek hatine bêdengkirin çêkirina qereqolan karekî nakok e û wiha got: ";Eger hikûmet di aştiyê de jidil ba wê çaxê qereqol çênedikir. Em van qereqolan qebûl nakin û heta çêkirina wan neyê sekinandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin."; +Piştî daxuyaniyê, hinek kesan xwestin derbasî nav qereqolê bibin lê rastî mudaxeleya hêzên cendirme hatin û bi vî awayî di navbera wan û xwepêşanderan de şer û pevçûn derket. +Di bûyeran de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekê giran e û bi helîkoptera leşkerî rakirin nexweşxanê. +Li navçeya Liceyê ya Amedê welatiyên ku 5 roj in li nêzîkî qereqola Korxa, li dijî avakirina qereqolan di konê nobetê de çalakiyê pêk tînin piştî rastî mudaxaleya leşker û polîsan hatin 2 leşker desteser kirin. +Li gorî DÎHAyê, pevçûna di navbera xwepêşander û leşkeran de berdewam dike. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî li gel rêveberên BDPê hatin cihê bûyerê. +Zubeyde Zumrut jî têkildarî mijarê agahî piştrast kir û anî ziman ku 2 efserên artêşa tirk ji aliyê girseyê ve hatin binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên ewlekariya rejîmê û hêzên asayişa PYDê de derket. Li başûrê bajarokê Tirbespiyê jî şer di navbera YPG û DAÎŞê de qewimî. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku şeva borî li taxa Qidûr Beg a bajarê Qamişlo, şer di navbera hêzên asayişa PYDê û hêzên ewlekariya rejîmê de derket. + +Çavkaniyeke nêzîkî bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di şerî li Qamişlo de 2 kes birîndar bûn, yek ji hêzên ewlekariya rejîmê û yê din ji asayişê bû. + +Li gor rewnageha Sûriyê, di şerê Qamişlo de 6 ji hêzên ewlekariya rejîmê ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin. Hêzên asayişê jî ev nûçe piştasrt kir, lê ne gotin bê ewê çi ji wan bike. + +Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku duh li başûrê bajarokê Tirbespiyê şer di navbera YPGê, ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de derket. + +Rewangehê got ku di encama şerê li başûrê Tirbespiyê de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê birîndar bûn. + +Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û di kêleka hêzên rejîmê de, hêzên PYDê, çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris û çekdarên Suryanî jî li taxên wê belav dibin. + + +Amed (Rûdaw)- Bi armanca pirotestokirina çêkirina qereqolan, rêya di navbera Amedê û Çewlikê de hat girtin û di encama rêgirtinê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin revandin. + +Li gor medyaya Tirkiyê, ";kesên rê girtibûn di destê wan de çek hebû û li ser rêya Amedê û Çewlikê deverên ser bi navçeya Licê ve xalên kontrolê danîbûn";. + +Herwiha di medyayê de hatiye gotin ku ";çekdarên rê girtine, otombîlên diçûn û dihatin teftîş dikirin û di encama wan teftîşan de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê girtin û bi xwe re birin";. + +Berdevkê Artêşa Tirkiyê li Amedê ragihand ku ";ji bo vegerandina wan her du leşkeran, Artêşa Tirkiyê ketiye nav tevgeran";. + +Malperên ser bi PKKê ve jî ragihandin ku ";ew rê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû girtin û ew her du leşkerên artêşê di encama pevçûna leşkerên Tirkiyê û xwepêşandanan de hatine girtin û ne li ser rê";. + +Li gor wan malperan, xelkê Licê gotine ku heta karê çêkirina qereqolan neyê rawestandin ewê her du leşkeran serbest bernedin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojên bêhnvedanên ji bo dengdana di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de diyar kirin. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand ku bi helkefta hilbijartinan her du rojên 29 û 30ê nîsanê li hemû saziyên hikûmetê bêhnvedan û tatîle. + +Derbarê wan dibistanên ku dê wek navendên dengdanê ji bo dengdana taybet bên bikaranîn de, Dizeyî diyar kir ku roja dengdana taybet (28ê nîsanê) bi tenê dê li wan dibistanan tatîl be ku wek navendên dengdanê hatine diyarkirin. + +Dizeyî herwiha got ku li hemû dibistanên din ên Herêma Kurdistanê wê dewam normal be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û yên li derveyî rêveberiya herêmê xwest ku bi awayekî aktîv tevlî hilbijartinan bibin. + +Barzanî di peyama xwe de got ";spas ji xweda û ji we re ku carek din derfet hatiye pêş ku xelkê me di rêya sindoqên dengdanê re biryar li ser jiyana xwe ya siyasî û rêveberiya xwe bidin";. + +Barzanî diyar kir ku beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de girîngiyeke xwe ya taybet û dîrokî heye û dê senga siyasî ya Kurdan li Iraqê bihêztir bike. + +Barzanî daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku ";bi coşeke mezin tevlî hilbijatinên parlamentoyê bibin ji bo bergirîkirin li mafên gelê Kurd û rûbirûbûna neyarên gelê Kurd di proseya siyasî ya Iraqê de";. + +Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî got ";Bandora van hilbijartinan a rasterast li ser baştirbûna rêvebirina bajar û bajarokan û xizmetguzariyên ji bo hemwelatiyan û qayimkirina kultûra demokrasiyê di nav civakê de heye";. + +Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî berfereh tevlî van hulbijartinan bibin û deng bidin wan kesan ku dikarin bi awayekî herî baş xizmeta welat bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar, dezgehên asayişê, komisyona hilbijartinan û hemwelatiyan kir ku hewl bidin hilbijartinên 30ê nîsanê bi baştirî awa bên kirin û wêneya şaristanî û serdemî ya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê bang li parlamenteran kir ku roja sêşemê tevlî yekemîn sivîna parlamentoyê bibin. + +Serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Sadiq Surçî di daxuyaniyekê de bang li parlamenteran kir ku roja sêşemê di civîna parlamentoyê de amade bibin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Li ser daxwaza frakisyonên Parlamentoya Kurdistanê, em hemû parlamenteran agehdar dikin ku roja sêşemê saet 11ê berî nîvro li Parlamentoya Kurdistanê amade bibin ji bo temamkirina karnameya civîna yekem û hilbijartina desteya serokatiyê parlamentoyê";. + +Roja 6ê mijdara 2013an, Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe ya xula çarem li dar xist û ji ber ku aliyên siyasî li ser avakirina hikûmetê li hev nekirin, civîn temam nebû û heta niha bi awayekî vekirî maye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şnada BDP û HDPê ku duh çûbû Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Ocalan dibêje him derfeta aştiyeke bingehîn heye û him jî derfeta derketina şer careke din heye. + +Her çend pêvajoyeke aştiyê di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de dimeşe û heta niha ti kes di encama şer û pevçûnên gerîla û leşkerên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest neda be jî, lê car car alozî di navebra her du aliyan û leşker û xelkên herêmê derdikeve. + +Navenda ragihandina HPGê, ku baskê leşkerî yê PKKê ye, ragihand ku ";Artêşa Tirkiyê li hin qadên ku di bin kontrola gerîla de ne û navçeya bi navê Qilaban a girêdayî Şirnexê bi topan êrîş pêk aniye, li himberî van êrîşên hêzên gerîla jî bi çekên giran bersiv dane, herwiha wan jî li aliyekî din, li 24ê Nîsanê de li navçeya Berwarî ya Sêrtê û navçeya Şaxê ya Wanê ku otomobîl û kemyonên ku ji bo qareqolan kar dikirin, şewitandin";. + +Dîsa roja 25ê nîsanê li gundê Koçyîgîtê Rûbarok a Şemzînanê Sadik Tekîn ê pincar berhev dikir pêlî mayînekê kir û bi giranî birîndar bû, piştî ji bo nexweşexaneyê hat rakirin, di encama wê teqînê de lingê wî yê çepê hat qutkirin, vê bûyerê hêşt ku di navbera xelkê herêmê û leşker û polîsên Tirkiyê de alozî û pevçûn derkeve. + +Herwiha di 26ê nîsanê de li Dêrsîmê bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqolan li gundê Tuluk, xelkê Dêrsîmê û navçeyê meşek li dar xistin, lê hêzên ewlekariya Tirkiyê bi bombeyên gazê destêwerdana wê çalakiyê kirin û di encama destêwerdana polîsan de ciwanekî Kurd di lingê xwe de birîndar bû. + +Li gor medyaya Tirkiyê jî, duh bi armanca proyistokirina çêkirina qereqolan, rêya di navbera Amedê û Çewlikê hat girtin û di encama rêgirtinê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê ji aliyê kesên çekdar ve li Gundê Abaliya ser bi navçeya Licê ve hatine revandin. + +Malperên ser bi PKKê ve jî dibêjin ku ";ew rê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn girtin û ew her du leşkerên artêşê di encama pevçûna leşkerên Tirkiyê û xwepêşandanan de hatine girtin û ne li ser rê";. + +Hat ragihandin ku vê sibê leşkerên Tirkiyê gule berdane çadirên çalakvanan û alozî heta niha wiha berdewam e. + +Hevseroka rêxistina BDPê li Amedê Zubeyde Zumrût ji raya giştî re ragihand ku ";leşkerên Tirkiyê guleyên rastî li hember xwepêşanderan bikaraniye û bi rastî aloziyek mezin li wê derê heye, ciwanên ku leşkerên Tirkiyê girtinê dibêjine ku ew bernadin heta ku karê çêkirina qereqolan bê rawestandin û leşkerên Tirkiyê jî bi guleyan bersiv didin";. + +Zumrût diyar kir ku wê agahî dane hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş da ku ew li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi rayedarên hikûmetê re vê aloziyê çareser bike. + +ژن نیڤا جڤاكی و دهیكا نیڤا دییه، ئهڤه دروشمهكێ ب بوهایه دناڤ تهخا ژناندا، لێ رهنگڤهدانا وی نهكهفتیه دوارێ پراكتیكیدا. +ل قوناغهكا دیاركری دا كۆتا یا گونجایه چونكی ماوهكێ درێژ ژن یا بهزه بوویه دگورهپانێ دا، لێ كار بێتهكرن كۆ ژن ب ماف و شیانێن خۆ بگههنه ناڤهندان. +بهیان بهرواری (مه دڤێت سیستهمێ دیموكراتی یێ ساخلهم بیت پشكداریا كارایا ههمی ولاتیان تێدا ههبیت پێدڤی یه سهقفهكێ زهمهنی بۆ بێته دانان كو كۆتا نهمینیت) +نهبوونا باوهریێ ل دهڤ هنده ژنان سیستهمێ كۆتایێ ئینایه مهیدانێ، مامۆستایهكا زانكۆیێ دگهل هندێ یه كو باشتره سیستهمێ كۆتا نهمینیت، داكو ژن پێكۆلا هندێ بكهت شیانێن خۆ ب مهزێخیت. +بشكۆژ جهعفهر (كۆتا یا هاتیه دانان ژبهر گهلهك ئهگهران ههكه ئهڤ سیستهمه نهما ژنوی دێ زانین كا ئافرهت دشێت ب شیانێن خۆ بگههته پۆستان ههكه نهمینیت باشتره) +پشتی سالا 2003 كار هاته كرن كو ب سیستهمێ كۆتا ژن شوین پێ خۆ بكهت ل ناڤهندێن جودا جودا دا، لێ ب بۆچوونا شارهزایان فهره ئهڤ سیستهمه یێ دهمكی بیت. + + +رەوشا ئەولەهیا هەرێما کوردستانێ ئیرۆ ل ناڤچەیێ دەنگ ڤەدایە و هەموەلاتیێن کوردستانێ ژی ل سیها وێ تەناهیێ ژیانا خوە بێ ترس و ئاستەنگی برێڤە دبەن ئەڤ تەناهی و ئارامیا کو پەیدا ژی بوویە لسەر خەبتینا بێ وەستیانا هێزێن ئاسایێشا هەرێما کوردستانێ بوویە کو ب شەڤ و رۆژ سینۆرێن هەرێما خوە ددن پاراستن ،لێ بەلێ ژی جارنا ئەڤ پلانێن ئەولەهیێ رووبروویێ کارڤەدانێن هنەک کەس و ئالیان دبە لسەر فرەهکرنا خەندەقا هەولێرێ ژبۆی ڤێ یەکێ ژی ئاسایێشا هەولێرێ راگهاندنا برێڤەبرایەتیا ئاسایشا باژارێ هەولێرێ دەربارێ خەندەقا ل دەردۆرا وی باژاری داخویانیەکێ دا. +د داخویانیێ دە راگهاندنا رێڤەبرایەتیا ئاسایشا باژارێ هەولێرێ دبێژە، ئەڤ چەند رۆژن ل هن دەزگەهێن راگهاندنێ بەحسا کەمەرا ئەمنی یا دەردۆرا باژارێ هەولێرێ تێ کرن، کو خوەدێ گراڤێ مەبستا سیاسی ل دوو وێ یە، ل ڤر ئەم ژ هەموەلاتیان رە دبێژن، کو کەمەرا ئەمنی مژارەکە ئەمنی یە و ژ بۆ دابین کرنا ئەولەهیێ و پاراستنا هەموەلاتیان و هەروەها رێ ل بەر هاتنا تەرۆریستان، ئەڤ چەند سالن ل دەردۆرا هەولێرێ ئەڤ کەمەر هاتیە ئاڤا کرن. +هەروەها برێڤەبرایتەیا ئاسایشا هەولێرێ ئەشکەرە کر، جۆگرافیا باژارێ هەولێرێ ژ هەموو ئالیان ڤە ڤەکریە و دەشتە، چاوا ل دەردۆرا باژارێ کەرکوکێ کەمەرا ئەمنی هاتیە ئاڤا کرن کو ب کارەکی باش دزانن و هێڤی دکن کو ببە سەدەما کێمکرنا کریارێن تەرۆریستی ل باژارێ کەرکوکێ، ل هەولێرێ ژی ب هەمان ئاوایی کەمەرا ئەمنی هەیە. +یا کو نها بەحسا وێ تێ کرن، تەنێ ڤەگوهەستنا وێ کەمەرا ئەمنی یە، ژ بەر کو سینۆرێ باژارێ هەولێرێ بەرفرەهتر بوویە و ١٨ رێبەندێن ئەمنی ل سەر وێ کەمەرێ هەنە، ئەڤ ژی ژ بۆ ئاسان کرنا چوون و هاتنا هەموەلاتیانە. +تێ گۆتن، ئەڤ چەند سالن کەمارا ئەمنی ل دەردۆرا باژارێ هەولێرێ هاتیە چێکرن، ئەڤ ژی پلانا ئەمنی یا ڤی باژاری بوو، ژ بەر کو دەردۆرا هەولێرێ ڤەکریە و دکەڤە سەر سینۆرێ موسل و کەرکوکێ و هەگەر ئەڤ کەمەر نەبە، چەکدارێن قاعیدە دکارن ب ئاسانی دەرباسی ناڤ باژارێ هەولێرێ ببن و دەست ب تەقینێن خوەکوژی بکن. +هەروەها ل ئالیەکی دن، مەترسیا سینۆرێ زمار یێ لگەل رۆژئاڤایێ کوردستانێ مەترسیەکە دن ل جەم هێزێن ئەمنی یێن وێ دەڤەرێ چێکر، بەرپرسێن وێ ناڤچەیێ دبێژن،ب ئاسانی سینۆر نایێ کۆنترۆک کرن و دەشتەکە ڤالایە،لەوما دەست ب ئاڤا کرنا کەمەرا ئەمنی ل سەر سینۆرێ رۆژئاڤایێ کوردستانێ و باشورێ کوردستانێ هات کرن کو سەر ب دەڤەرێن قوتکری یێن هەرێما کوردستانێ یە. + + +xendeqa ku hatye kulandin di navbera başur û rojavayê kurdistanê ji aliyê hikumeta başurê kurdistanê buyê cihê pirsgirêkekê ji beşk ji welatiyên rojava lê beşê din dibêjin ku ji mafê başure ku sînurê xwe biparêze +text +xendeqa ku hatiye kulandin di navbera rojava û başurê kurdistanê ji aliyê hikumeta başurê kurdistanê buye cihê pirsgirêkekê ji aliyê beşek ji welatyin rojava û rêveberiya xweser vê yekê şermezardikin + +stby 1--salih gedo komîta peywendiyên dervê ya rêveberiya xweser +bê guman kulandina vê xendeqê gavek şaşe û divabu ku ev xendeq nehata kulan di navbera başur û rojavyê kurdistan +hin welaty di bêjin ku avakirina vî sînorê di dema ku rojavayê kurdistanê di rewşeke xerabde derbas dibe karekî xerabe + +stby 2--dijwar gedo hemwelaty +kulandina vê xendeqê şaşe û ew milet dorî hev dordibe û herdo kurdistan biranê +kulandina vê xendeqê tê ji aliyê başurê kurdistanê ta ku rê li pêşiya qaçaxçiyan bigrin û sînorê xwe bi parêzin +stby 3--D.telal ahmed siyasetvan +ev xendeq hatiye kulandin ji bu bazirganiya ne rewa û ji mafê her welaty ku parastina sînorê xwe bike +di wê riya qaçaxçiyê bi 10 derbasdibon başurê kurdistanê nasnama wan ne diyar bu û bedaeta ku bi warê ti zaniyarî li ser tinebon û ew di pêşerojêde di bu cihê metirsiyê ji başur re +stby 4--bavê riyad hemwelaty +bela pyd derî veke û milet here û bê û cihê qanonî û ne şereî ev tiştin din dide xweyanîkirin +xendeqa ku dirêjbuna wê 17 kilomitr û kuîrbuna wê 3mitro û banbuna wê 2 mitro + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya Amedê Gultan Kişanak ragihand ku ji bo ku wê di girtîgeha Amedê di salên 1980yan de, ne gotiye ew Tirke ya jî ew ne Kurd e, 6 mehan di odeya tekesî de maye. + +Kişanak di belgefîlma bi navê ";rola jinan di Îlonê de"; diyar kir ku wê wek hemû xelkên li Tirkiyê lidarxistina derbeya leşkerî ya 12ê îlonê ji telefîzyona TRTê de nebîstiye, lê belê di rêya girtin û îşkenceyan de ew jiyan kir. + +Gultan kişanak gotku ";wê gelek lêdan û îşkence dît û heta niha dewsa cixareyên ku di cesedê wê de vemirandine xuyaye, bila her kes bizanibe ku li cem îşkencedanên Tirkiyê ev jine namûse şerme tine ye, hemû tiştên nemirovatî li jinên girtî kirine";. + +Wek tê zanîn derhêner Ayşe Ayben belgefîlmek li ser jinên ku di derbeya 12 îlonê li Tirkiyê de hatine girtin, çêdike û heta niha 32 jinên ku di wê demê de hatibûn girtin, beşdarî vê fîlmê bûne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê li ser wê rê ketin ku roja sêşemê (29ê mehê) desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêrin. + +Piştî 5 mehan Parlamentoya Kurdistanê îro hemû fraksiyon û endamên parlamentoyê li hev civiyan da ku rojekê bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê destnîşan bikin. + +Di civînê de jibilî fraksiyona YNKê, hemû fraksiyonên din rêkeftinek îmze kirin ku roja 29ê Nîsana îsal bicivin û desteya serokatiyê hilbijêrin, fraksiyona YNKê jî ragihand, dê beşdarî civînê bibin. + +Lê li gorî agahiyên Rûdawê, YNKê du namzed bo wergirtina yek ji postên desteya serokatiya parlamentoyê destnîşan kiriye ku yek jê Rêwas Fayiq e û yê din jî Goran Azad e, lê heta niha nayê zanîn ka YNK dê cîgirê serokê parlamentoyê werbigire yan jî sekreterê parlamentoyê. + +Beriya niha sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, di bernameya Kevana Sor a Rûdaw TV de gotibû, eger YNK beriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê biryara beşdarbûna xwe di hikûmetê de bide wê demê cîgirê serokê parlamentoyê dibe para wê lê eger piştî hilbijartinan biryar bide wê çaxê divê posta sekreterê parlamentoyê qebûl bike. + +Parlamentoya Kurdistanê, piştî hilbijartinên 21ê Îlona par roja 6ê Cotmeha 2013an civiyabû lê ji ber ku aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekiribûn, civîn bêencam mabû û ji wê demê ve heta îro parlamento neciviyabû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şandên pêkanîna hikûmetê yên PDK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dê sibê li hev bicivin. + +Li gorî malpera fermî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, şandên pêkanîna hikûmetê yên Yekgirtû û PDKê dê sibê li navenda giştî ya Yekgirtû li bajarê Hewlêrê li hev bicivin. + +Li gorî nûçeyê, her du şand dê li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû û pişka Yekgirtû di kabîneya heştem de gotûbêj bikin. + +Berpirsekî pilebilind ê Yekgirtû jî ji Rûdawê re got, îhtima wê heye ku her du alî sibê rêkeftinê îmze bikin. + +Wî berpirsê Yekgirtû her wiha anî ziman, wezareta elektirîkê dê her bibe para Yekgirtû lê PDK dê postekî din jî bide Yekgirtû. + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, di hilbijartinên 21ê Îlona par de karî 10 kursiyên parlamentoyê bidest bixe û di rêza çaremîn de cih bigire. + +Dihok (Rûdaw) – Alîkarê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku Bexda mûçe û bûdcê mîna karta fişarê li dijî gelê Kurdistanê bikar tîne lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê mûçeyên karmendên Kurdistanê dabîn bike. Bazanî her wiha ragihand, piştî çend salên din Kurdistan dê ber bi qonaxeke nû ve gav bavêje. + +Îro danê êvarê, PDKê li bajarê Dihokê mîtîngek bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê li dar xist. + +Di mîtîngê de alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, PDK deyindarê devera Behdîanê ye ji ber ku eger xebata wê deverê neba PDK car din nekarî rabe ser xwe û ji alîgir û endamên PDKê xwest, dengên xwe bidin namzedên PDKê. + +Nêçîrvan Barzanî, behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, Bexda dixwaze bi bikaraîna bûdce û mûçe gelê Kurdistanê teslîm bigire lê ew ti carî teslîm nabin û diyar kir, Kurdistan dê ber bi serxwebûna aborî ve gav bavêje her wiha di nav çend salên bê de dê derbasî qonaxeke nû bibe. + +Serokwezîr Barzanî, anî ziman, hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle qûtê gel ji nav biçe û dê mûçeyên karmendan dabîn bike. + +Barzanî destnîşan kir ku heta niha mafên destûrî yên kurdên Iraqê nehatine cîbicîkirin û heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di warê petrol û gazê de çi kiribe di çarçoveya destûra Iraqê de kiriye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva daxuyanî û îdiayên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser rewşa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê her wiha siyaseta Bexdayê li hember Hewlêrê da. + +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya wê saziyê hatiye belavkirin, ragihand, daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê li ser mafên gelê kurd, federalîzim û destûr û piroseya siyasî metirsî dar in, ji ber ku di demekî de Malikî van tiştan dibêje ku qeyrana siyasî li Iraqêi kûrtir bûye, asayiş di xirabtirîn rewş de ye. + +Beşek ji daxuyaniya Dr. Omêd Sebah wiha ye: + +";Tenê gelê kurd dikare li ser mafê diyarkirina çarenivîsa xwe qise bike, ev maf mafekî sirûştî ye û ti hêzek nikare pêşiya vê bigire, +Bexdayê bi siyaseta xwe yekperçebûna Iraqê xistiye metirsiyê û wateya dewletbûna Iraqê nemaye, ji ber wê jî mafê kurd e ku pêwendiyên xwe bi Bexdayê re li ber çavan re derbas bike û gavên pêwîst bavêje: + +*Malikî ji bîr kiriye ku bi xêra rêkeftina Hewlêrê bû ku du caran bûye serokwezîr, + +*Malikî dixwaze xwe ser hemû pêkhateyan re bibîne û Iraqê bi pîvanên mezhebî perçe bike û dibêje, eger kurd destûrê binpê bike ezê li dijî wan rawestim, her wiha li dijî şîe û sunn jî derkevim eger destûrê binpê bikin. Malikî di vir de rolên serokomar, parlamento û dadgeha federal piştguh dixe û tenê xwe dibîne. Tenê rola serokwezîr cîbicîkirin e nek çavdêriya destûrê. Ev gotina malikî ya ku dibêje, ez îro bi kurdan re me lê sibê eger kurd destûrê binpê bikin dê li dijî wan bim. Malikî li dijî kurd hêz şand Zûmarê, Kerkûkê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê wek nakokiyên netewî nirxand û mûçeyên welatiyên Kurdistanê qut kir. Ev karên malikî di demekî de ku bi kurdan re ye lê eger li dijî kurdan be dê çi bike? + +*Malikî dibêje, kurd nikarin ji Iraqê veqetin ji ber ku nakok in û ev 6 meh in nekarîne hikûmeta xwe pêk bînin. Em jî dibêjin, hebûna nêrînên cuda tiştekî normal e û ev jî alfabeya demokrasiyê ye lê zirara herî mezin hebûna zihniyeta dîktatorî û antîdemokratîk a hikûmetên Iraqê bûye. Bila malikî bizanibe ti aliyekî kurd hazir nîne bi wî re bikeve nav hevpeymaniyê. + +*Hikûmeta niha ya Iraqê yek ji xirabtirîn hikûmetên Iraqê ye ji ber malikî li hember têkçûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna gefên terorîzmê li dijî welêt, gendeliyê, lawazbûna pêwendiyên dîplomatîk, zêdebûna koçberiyê, nebûna xizmetguzariyê û hebûna fitne û aloziyê di navbera pêkhateyan de berpirs e. Iraq roj bi roj ji dewletbûnê dûr dikeve. + +*Rewşa mafên mirov û azadiya tak û jinan gellekî xirabtir bûye, girtina bêsebeb a welatiyan û xemsariya hikûmetê li hember kuştin û revandina mirovên bêguneh hemû di stûyê hikûmetê de ne. + +*Hikûmeta Maliî bi dehan caran destûra Iraqê binpê kiriye ku cîbicînekirina madeya 140 a destûrê berçavtirîn binpêkirin e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec ragihand ku ew û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirine. + +Mihemed Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê wê aşkere kir ku ew û PDK li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftin. + +Herwiha Ferec ragihan ku dê îro, 28.04.2014, rêkeftina li ser pêkanîna hikûmetê îmze bikin. + +Berî niha Yekgirtû rijd bû li ser wê yekê ku li şûna Wezareta Elektrîkê wezareteke din bidênê. + +Pişka Yekgirtû jî di hikûmetê de bi vî awayî ye: Wezareta Elektîrkê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezîrê Herêm bo hemahengî di navbera hikûmet û parlamentoyê de. + +Roja 17ê mehê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran li ser avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin û derbarê vê yekê de rêkeftinek îmze kirin. + +Li gorî rêkeftina ligel PDK, wê Gorran van postan bidestbixe: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Serokatiya Desteya Berhemanînê û Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin. + +Herwiha di heman rojê de, 17.04.2014, PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftinê. + +Li gorî naveroka rêkeftinê, di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenek dê bibe para Komelê. + +Bi vî awayî tenê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li derveyî rêkftina pêkanîna hikûmetê ye heta niha û li gor agahiyan hê danûstanind navbera wan û PDK berdewamin bo vê mebestê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dilşad Ebdulrehamn ragihand ku parlamenterên YNK deng li ser hilbijartinên serokê Parlamentoya Kurdistanê nadin. + +Dilşad Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nûtirîn hewlêsta YNK li ser pirsa pêkanîna hikûmetê aşkere kir û got: ";Lihevkirina niştimanî liser rûniştina roja Sêşemê ya parlamentoyê nebûye û TNK deng bi hilbijartina serokatiya Parlamentoya Kurdistanê nade."; + +Birayre sibe, Sêşemê, Parlamentoya Kurdistanê bicive û di vê civînê de dê desteya serokatiya parlamentoyê hilbijrêjin. + +Herwiha Dilşad Ebdulrehman rexneyên tund li PDK girtin û got: ";Ew pişka ku PDK di hikûmeta bê de bo YNK danîne, birayreke herî şaşe ya PDK."; + +Rûdawê ji çavkaniyên nava polîtburoya YNK zaniye ku, birayara dawî ya YNK berî hilbijartinan beşdarî hikûmet û parlamentoyê nabe. + +Lê Rûdawê ji çavkaniyekê bilind a PDK zaniye ku eger YNK beîr hilbijartainan neyê nav kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê pişka YNK li şûna 5 wezaretan bibe 3 wezaret. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê bombeyek çandî bi gereke Aasyişa PYD de teqiya. + +Çavkaniyekê ji bajarê Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand: ";Îro, 28.04.2014, derdora demjimêr 11 bi dema Qamişlo, li taxa Enteryê bombeyek çandî bi gereka Asayişê de teqî."; + +Herwiha çavkaniyê da zanîn ku di encama teqînê de endamekî asayişê birîndar bû. + +Zaniyariyên zêdetri belav dikin… + +Hewlêr (Rûdaw)-Di demekî de ku civînên serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi temamî rawestiya ne û tenê Encûmenên Xwecihî li hinek deveran bi awayekî sîstematîk li hev dicivin, çend hevdîtin û civînên hevbeş ên duqolî di navbera partiyên Encûmenê de tên lidarxistin û ev yek sersiya xwe davêje ser pirsên derbarê siberoja Encûmenê de. +Roja 23yê nîsanê, her du polîtbîroyên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ligel hev civiyan û di daxuyaniyekê de tekez kirin ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di tîrmeha sala 2012an de navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bijardeya herî baş e. +Roja 26ê nîsanê jî, du şandên Partiya Yekîtî demokrata Kurd li Sûriyê (Wehde) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî li hev civiyan û her du partiyên Rojavayê Kurdistinê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku berjewendiya gelê kurd li Sûriyê di bijardeya demokratîk a aştiyane de ye ku divê mafên netewî yên rewa yên gelê kurd gerantî bike û rêzê li taybetmendiya Herêmên kurdî bigre û aştiya navxwe biparêze. +Derbarên van civînan de, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Nisredîn Ibrahîm ji Rûdawê re got tiştekî normal û asayî ye ku partî û pêkhateyên Encûmena Niştimanî li hev bicivin û pêwqendiyên xwe yê duqolî baş bikin, lê bi mercê ku ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêk û girftên Encûmenê be, lê eger mebest ji van civînan sazkirina teweran û grûpên fişarê be, ev yek bi gotina Ibrahîm hokarê astengkirin, lawazkirina û pirsgirêkên Encûmenê bû. +Himbizkirina van hevdîtinên duqolî piştî damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye (PDK-S) hiştiye ku hinek çavdêr û şopîner van hevdîtina di çarçoveya amadekariyên partiyên Encûmenê ji bo tevgera li hember rewşa nû ya ku piştî damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê di hundirê Encûmenê de peydabûye binirxînin. +Lê endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ku aliyek e di van hevdîtinên duqolî de, Selah Derwîş ji Rûdawê re ragihand ku di rêya van hevdîtinan re ew dixwazin vê qonaxa rawestan û sistiya ku Encûmen tê re derbas dibe derbas bikin û Encûmenê xurt û bihêz bikin ji ber ku bi gotina Derwîş Encûmen niha bê piroje û nêrîna siyasî ye. +Derwîş aşkere kir ku niha ew li bendî Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye ne da ku hevdîtin ligel wê jî bê kirin û tekez kir ku tevahiya van hevdîtinan di çarçoveya derbaskirina vê qonaxa girîng û hestiyar de tên û diyar kir ku ew dixwazin Encûmen di sersiya van rewş û pêşhateyên de bi nêrîn û piroje tevbigere. +Hinek çavdêr û têkildarên rewşa tevgera kurd zêdebar dikin û dibêjin ku herî baş ew e ku di vê qonaxa nû de, partî û aliyên kurd yên di helwest û nêrîên xwe yên siyasî de ji hev nêzîk bibin yek da ku hevgirtina rêzên tevgera kurd û sîstema biryardanê hêsantir û çalaktir bibe. +Di sersiya rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurd di çend mehên borî de pirsên derbarê siberoja wê de zêde dibin û êdî bi awayekî aşkere pirs tê kirin: Gelo partî û aliyên Ecûmenê dê karibin wê aktîv û kara bikin yan jî dê bijardeyên siyasî yên alternatîv bidin ber xwe? + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina beşdariya kabîneya heştem a hikûmta Herêma Kurdistanê, îmze kirin. + +Îro, 28.04.2014, Şanda danûstandinan a PDK bi serokatiya Fadil Mîranî gihiştina polîtburoya Yekgirtû li bajarê Hewlêr, biştî civîna her du aliyn rêkeftina pêk anîna hikûmetê hat îmze kirin û kongreyekî rojnamevanî pêkanîn. + +Di kongreyî rojnamevanî de Fadil Mîranî ji rojamenvana re ragihand ku her du aliyan rêkrftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin û got: ";Me hev qebûl kir û pêwîste sûda me jî bo hev hebe."; + +Hevdem serokê şanda Yekgirtû, Mewlûd Bawemerd got: ";Em gihiştin birayar dawî bi heqbeşê xwe bo beşdarîkirin di huikûmetê de."; + +Li gor rêkeftina ligel PDK, dê Yekgirtû di hikûmeta bê de van postan werbigire: ";Wezrareta Elektrîk, Wezareta Karûbarên Civakî, Rêxerên têkiliyên parlamento û hiûmetê, berpirsê desteya navçeyên Kurdistanî yê derveyî Herêma Kurdistanê û fermangeha rêxistinên ne hikûmî. + +Herwiha serokê şanda danûstandinan a PDK ragihand ku tevî van postan, dê Yekgirtû di dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Îraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Celal Balebanî di roja dengadana taybet de bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, li bajarê Berlînê dengê xwe da. + +Malpera fermî ya YNK, dîmenek vîdyoyî belav kir ku tê de Mam Celal derdikeve dema ku li ser yekj ji sendûqên dengdanê dengê xwe dide. + + + +Amed (Rûdaw) - Parlementerê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku di çarçoveya doza KCKê de tê darizandin û di girtîgeha tîpa D de tê girtin, nexweş ket ji ber wê jî rakirin nexweşxanê. + +Hatîp Dîcleyê ku di sala 2011 an de wek parementerê Amedê hatibû hilbijartin û paşê parlementeriya wî hatibû betalkirin, ji sala 2009 ve di çarçoveya operasyonên KCK’ê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin. + +Hate zanîn ku nexweşiya dil pêre çêbuye û ew rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. + +Heta niha di derbarê rewşa Hatîp Dicle de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. +Hatîp Dîcle, sala 1954an li bajarê Amedê ji dayik bûye, sala 1991an li ser lîsteya Partiya Demokrasiyê (DEP) wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin lê roja 2ê Adara 1994an bi hêceta endamtiya PKKê, parlamenteriya wî û Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan dogan hat betalkirin û ew û hevalên xwe hatin girtin. + +Dîcle, piştî 10 salan, sala 2004an hat berdan. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an wek parlamenterê serbixwe yê Amedê hat hilbijartin lê hêceta ku biryara girtîna wî hatiye pesendkirin, parlamenteriya wî hat betalkirin û di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Doktorê taybet ê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê, Dr. Necmedîn Kerîm, diyar kir, ew piştrast in Talebanî dê vegere Kurdistanê ji ber wê jî dema wê hatiye ku amadekariyên vê yekê bên kirin. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ku wek berdevkê fermî yê rewşa tenduristiya Talebanî ye jî, ji Rûdawê re got, tenduristiya Mam Celal pir baş e û ti tengasiyek nemaye, tenê mîna her mirovekî bitemen di bin çavdêriya pijîşkî de ye. + +Li ser vegera wî bo Kurdistanê, Dr. Necmedîn Kerîm got, ez piştrast im Mam Celal dê vegere lê ji bo diyarkirina roja vegerê divê bi pijîşkan re xeber bidim. + +Li gorî agahiyên doktorê taybet ê Talebanî, niha tenê çare û rêyên dermankirinê yên sirûştî jê re pêwîst in û bo vegera wî jî divê ew pêwîstî bên dabînkirin. + +Ji aliyekî din, îro vîdyoyek hat belavkirin ku tê de Talebanî li bajarê Berlînê yê Almanya beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an bi nexweşiya kirîza mêjî ket û ji wê demê ve heta niha li Almanyayê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, endamên malbateke ereb a iraqî rastî êrişê hatin û di encamê de 3 jê hatin kuştin û yek jî birîndar bû. + +Berdevkê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, ji Rûdawê re got, îro saeta 16:00, em hatin agahdarkirin ku li taxa Raperînê ya Hewlêrê malbatek rastî êrişê hatiye. + +Karwan Ebdulkerîm, da zanîn, piştî wê tîmên polîs çûn cihê bûyerê û hat zanîn ku di êrişê de 3 endamên malbatê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. + +Li ser nasnameya wan kesan jî berdevkê polîsê Hewlêrê got, yên ku hatine kuştin hemû ji Bexdayê ne lê heta niha nayê zanîn çima rastî êrişê hatine û kê êrişî wan kiriye. Me dest bi lêkolînê kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, bo nehîştina nakokiyên navbera PDK û PKKê dê ";di van nêzîkan de"; bi rayedarên PKKê re rûnên. Nêçîrvan Barzanî, her wiha eşkere kir, petrola Herêma Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal bi fermî derbasî nav bazarên cîhanê bibe. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîneke taybet de digel Rûdawê, ku îşev saeta 21.05 bi dema Hewelêrê tê pexşkirin, li ser gellek pirs û arîşeyên navxwe, netewî û herêmî daxuyanî daye. + +Serokwezîr Barzanî bo cara yekê roja firotina petrola Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de eşkere dike û dide zanîn, nefta Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal di bazarên cîhanê de were firotin. + +Alîkarê Serokê PDKê her wiha behsa pêwendiyên PDKê bi partiyên Başûr û PKK û PYDê dike û dibêje, PDK naxwaze ti nakokiyên wê bi partiyên din re hebe lewma dê di van nêzîkan de bi PKKê re rûnê. + +Barzanî li ser xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin jî daxuyanî da û got, ew xendeq bo parastina ewlehiyê tê kolandin. + +Berfirehiya hevpeyvînê di hijmara nû ya rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê bixwînin ku her pêncşem tê ber destên we. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji ber nexweşiya dil ji girtîgehê rakiribûn nexweşxanê, dîsa vegerandin girtîgehê. + +Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji sala 2011an ve di çarçoveya doza KCKê de tê darizandin û di girtîgeha tîpa D ya Amedê de tê girtin, îro ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxanê. + +Li gorî agahiyên, piştî ku rewşa tenduristiya Dîcle hat kontrolkirin û nexweşiya wî hat dermankirin dîsa vegerandin girtîgehê. + +Hatîp Dîcle, sala 1954an li bajarê Amedê ji dayik bûye, sala 1991an li ser lîsteya Partiya Demokrasiyê (DEP) wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin lê roja 2ê Adara 1994an bi hêceta endamtiya PKKê, parlamenteriya wî û Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan dogan hat betalkirin û ew û hevalên xwe hatin girtin. + +Dîcle, piştî 10 salan, sala 2004an hat berdan. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an wek parlamenterê serbixwe yê Amedê hat hilbijartin lê hêceta ku biryara girtîna wî hatiye pesendkirin, parlamenteriya wî hat betalkirin û di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. + +Xaneqîn (Rûdaw) – Di encama êrişeke xwekujî de li dijî mîtînga hilbijartinê ya YNKê li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, herî kêm 18 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn. + +Bîstekê beriya niha êrişeke xwekujî li dijî mîtînga YNKê ya Xaneqînê çêbû. + +Berpirsekî polîsê Xaneqînê ji Rûdawê re got, di encama teqînê de herî kêm 18 kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, teqîn li ber avahiya YNKê ya Xaneqînê rû daye. + +Serdeşt (Rûdaw) – Li devera Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê 10 hespên welatiyên kolber kuştin. + +Li gorî malpera Kurdpa, hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî seyrangeha Pirdananê ya bajarê Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê, gulle berdana hespên welatiyên kolber ên wê deverê. + +Li gorî nûçeyê, di encamê de 10 hesp hatine kuştin. + +Li gorî agahiyên şahidekî bûyerê, barên wan hespan hemû ceh bûye. Wî jêderî daye zanîn, hêzên Îranê destpêkê hesp girtine û piştî ku bi daran ve girêdane, hesp dane ber gulleyan û kuştine. + +Hat zanîn, beriya niha jî hêzên ewlehiyê yên Îranê 13 hespên kolberan girtibûn û ji wan re gotibûn, eger her yek ji wan 2 milyon tûmen nede wan hespên wan bernadin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êrişa xwekujî ya li dijî mîtînga YNKê li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, dujminên gelê kurd çavên wan ji azadî û aramiya Kurdistanê bar nagire. + +Îşev li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, êrişeke xwekujiyê li dijî mîtînga hilbijartinê ya YNKê çêbû û di bûyerê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber vê yekê peyamek belav kir û jibilî şermezarkirina êrişê ragihand, dujmin û dilnexwazin gelê kurd çavên wan li hember azadî û aramiya Kurdistanê bar nagire. + +Mesûd Barzanî, diyar kir ku divê terorîst û dujminên gelê kurd baş bizanin ku karesat û qurbanîdan rêzên gelê kurd bihêztir dike û ji hikûmet û hêzên pêşmerge û ewlehiyê xwest, bi çavekî vekirî erka parastina ewlehiya gel û welat bicîh bînin û derbên kujek li terorîst û dujminan bidin. + +Barzanî, destnîşan kir ku dê hemû cure alîkariyek bo birîndarên bûyera Xaneqînê bê kirin. + +Helwêr (Rûdaw)- Nivîskarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ew gotegot red kirin ku dibêjin ew bûye şêwirmendê şandeyê navdewletî û erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî. + +Ev çend roj in li ser çend malperên taybet bi Rojavayê Kurdistanê û li ser rûpelên torên civakî, behsa wê yekê tê kirin ku nivîskar Jan Dost ê ku li Almanyayê dijî, bûye şêwirmendê Exzer Îbrahîm. + +Jan Dost derbarê vê yekê de daxuyaniyek derxist û tê de ragihand ku ew nebûye şêwirmendê Îbrahîmî û tenê ew grûpekin wek desteyeke şêwirmendiyê ya taybet bi Sûriyê li cem Neteweyên Yekbûyî kar dikin. + +Jan Dost bal kişand ku ew grûpa wan ji çend kesatiyên siyasî pêk tê û rojên 25, 26 û 27ê vê mehê li bajarê Montreux li Swîsrayê li hev civiyan û derbarê dîtina çareseriyeke atşiyane ji bo krîza Sûriyê de gotûbêj kirin. + +Nivîskarê Kurd Jan Dosta di daxuyaniya xwe de tekîd kir ku armanca civîna wan ne avakirina laş û cesedekî siyasî yê nû ye û ne jî bibe aliyek di danûstandinên Cenêvê yên navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de. + +Jan Dost diyar kir ku armanca sereke ya civîna li Swîsrayê ew bû ku çareseriyên siyasî ji bo krîza Sûriyê pêşkêş bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro saet 11ê berî nîvro bi dema Hewlêrê, hemû frakisyonên nav Parlamentoya Kurdistanê bicivin ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê. + +Desteya serokatiya parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê. + +Li gor rêkeftina ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran de hatiye îmzekirin, serokê parlamentoyê wê ji Gorran be. + +Her li gor rêkeftina ku di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YKN) de hatiye îmzekirin, cîgirê serokê parlamentoyê wê ji PDKê be û sekreter ji YNKê be. + +Lê, ji ber ku YNKê hîn biryar nedaye tevlî hikûmetê bibe û daxwaza posta wezareta navxwe dike, hîn posta sekreter û cîgirê serokê parlamentoyê nehatiye yekalîkirin. + +PDKê dibêje eger berî hilbijartinan YNKê biryar bide tevlî hikûmetê bibe, ew dê razî be posta cîgirê serokê parlamentoyê ji YNKê re be. + +Parlamneterê YNKê Gorran Azad derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Pirsgirêka me ne di postên parlamentoyê de ye, lê belê di hikûmetê de ye, divê wezareta navxwe ji me re be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wê îro bê hilbijartin û nazmedên wê desteyê aşkere bûn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Gorran wê parlamenterê xwe Yûsif Mehmûd ji bo posta serokê parlamentoyê namzed bike. + +Herwiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê parlamenter Ceifer Êmênkî ji bo posta cîgirê serokê parlamentoyê namzed bike. + +Komela Îslamî ya Kurdistanê jî Fexredîn Qadir ji bo posta sekreterê parlamentoyê namzed bike. + +Desteya serokatiya parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê. + +Li gor rêkeftina ku di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YKN) de hatiye îmzekirin, cîgirê serokê parlamentoyê wê ji PDKê be û sekreter ji YNKê be. + +Lê, ji ber ku YNKê hîn biryar nedaye tevlî hikûmetê bibe û daxwaza posta wezareta navxwe dike, hîn posta sekreter û cîgirê serokê parlamentoyê nehatiye yekalîkirin. + +PDKê dibêje eger berî hilbijartinan YNKê biryar bide tevlî hikûmetê bibe, ew dê razî be posta cîgirê serokê parlamentoyê ji YNKê re be, lê eger YNKê îro wê biryarê nebe, wê ne tenê cîgirê serokê parlamentoyê, lê belê sekreterê parlamentoyê ji dest wê here û dê heta piştî hilbijartinan ji Komela Îslamî re be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro sêşemê 2 şand ji her du Encûmenên kurd li Rojavayê Kurdistanê saet 15.30 bi dema Qamişlo li ofîsa serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tahir Sefûk li hev bicivin. + +Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulsemed Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li ser daxwaza Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) her du encûmen wê îro li hev bicivin. + +Derbarê mijarên ku di cicînê de wê bên behskirin, Biro got ";Ti karname ji civînê re nehatiye aşkerekirin û ew nizanim civîn ji bo çi û di çi astê de dê bê lidarxistin";. + +Biro diyar kir ku ji bo behskirina karê hevbeş ew weke ENKSê rêkeftina Hewlêr2 û xalên wê weke bingeh digrin. + +Biro aşkere kir ku wan redkiriye ligel rêveberiya kantonan bicivin û tekez kirine ku di warê karê hevbeş de ew tenê bi EGRKê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re amade ne bicivin. + +Derbarê yasaya partiyên siyasî ku di hefteya borî de ji aliyê rêveberiyên kantonan ve hat derxistin, Biro da zanîn ku helwesta ENKSê di vê derbarê de diyar e û ne têkildarî van rêveberiyan û biryarên wan in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser daxwaza parlamenterên Yekîtiya Nitşimanî ya Kurdistanê (YNK), serokatiya demkî ya parlamentoyê qebûl kir ku civînên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Senger Ebdilrehman ji nav hola parlamentoyê ragihand ku îro frakisyona YNKê daxwaz kir ku civînên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin, ji ber ku parlamenterên YNKê dibêjin suprayzên wan hene. + +Piştî gotûbêjkirina wê daxwazê, serokatiya demkî ya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza YNKê qebûl kir. + +Parlamenterê Gorranê Elî Heme Salih ji Rûdawê re ragihand ku ";bi biryara Tevgera Gorran û frakisyonên nav parlamentoyê, biryar hat dayîn ku ji niha û pê de rûniştinên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) teqîna ku duh li nav mîtînga Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarokê Xaneqînê pêk hat, şermezar kir. + +Duh teqîneke xwekujî li nava mîtîna alîgirên YNKê li Xaneqînê pêkhat û di encam de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn. + +Li ser navê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û tê de êrîşa li Xaneqînê hat şermizarkirin. + +Demîrtaş di daxuyaniyê de sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û ji hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku di demeke nêzîk de berpirsên vê bûyerê bibîne û bide dadgehê. + +Di daxuyaniya hevserokê BDPê de hatiye diyarkirin ku her aliyê ku bêje ew mirov e, divê bi tundî wê êrîşê şermezar bike û dengê xwe li dijî vê bûyerê bilind bike";. + +Hevserokê BDPê herwiha got ku ";Li kîjan perçeyê Kurdistanê bibe bila bibe, em şirîkê êşa her Kurdekî ne, êşa wan êşa me ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê 2 teqînan bajarokê Seidiye yê ser bi Xaneqînê ve hejand û li gor amarên destpêkê, di encama her du teqînan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her du teqîn di rêya bombeyên vedayî re û li du cihên qerebalx ên bajarokê pêhatin. Bombeya yekê li nêzîk çayxaneya el-Şeib li nav bazarê û ya din li nêzîk fermangeha elektrîkê pêkhat. + +Rêveberê bajarokê Seidiye Ehmed Zirgoşî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha amareke hûr derbarê hejmara kuştî û birîndaran de li ber destê wan tine ye. + +Lê rêveberê polîsê Seidiye Selah Elî ji Rûdawê re ragihand ku di encama her du teqînan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn. + +Elî diyar kir ku birîndar rakirine nexweşxaneyên Xaneqîn û Celewlayê. + +Bajarokê Seidiye 60 km li bakurê Beiqûbe (navenda parêzgeha Diyale) dike û ew ser bi qeza Xaneqînê ye girêdayê parêzgeha Diyale ye. Xelkê wê ji Kurd, Ereb û Tirkmanan pêk tê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê destpêkir û her ji destpêk de frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew deng nadin desteya serokatiyê. + +Parlamenterê frakisyona YNKê Salar Mehmûd peyama frakisyona xwe xwend û tê de ragihand ";Dema civînê neguncayî ye û rêkeftin li ser tine ye û ev dikeve xizmeta propagemdaya hilbijartinê de";. + +Mehmûd herwiha got ";Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ev prose xizmeta yekrêziyê nake, em ji niha de radigihînin ku em deng Nadine vê proseya ne tendurist";. + +Pişt re namzedên ji bo serokê parlamentoyê, cîgirê serokê parlamentoyê û sekreterê parlamentoyê destê xwe bilind kirin. + +Ji bo posta serokê parlamentoyê, Tevgera Gorran Yûsif Mihemed kire namzed, ji bo cîgirê serokê parlamentoyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ceifer Êmînkî kire namzed. + +Ji bo posta sekreterê parlamentoyê 2 kesan xwe kire namzed, yek Fexredîn Qadir ji Komela Îslamî ya Kurdistanê û yê din ji Lîsteya Azadî Ebû Karwan xwe kire namzed. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de çend kesan ji bo desteya serokatiya parlamentoyê ku ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê, xwe namzed kirin. + +Proseya dengdanê bi awayekî nihênî ji bo her sê postan birêveçû. + +Yûsif Mihemed ji frakisyona Gorran bi piraniya dengan (84 deng) bû serokê parlamentoyê. + +Ceifer Êmînkî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi piraniya dengan (78) deng bû cîgirê serokê parlamentoyê. + +Her yek ji Fexredîn Qadir ji frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê û Ebû Karwan ji lîsteya Partiya Komonsît xwe ji bo posta sekreterê parlamentoyê namzed kirin, di dengdanê de namzedê Komela Îslamî bi piraniay dengan (73) serkeft. + +Di destpêka civîna îro de, frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ";ew deng Nadine proseyeke ne tendurist";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Her çar teqînên ku îro serê sibehê bajarokê Seidiye yê girêdayî bajarê Xaneqînê hejand, nêzîkî 100 kuştî û birîndar li pey xwe hiştin. + +Rêveberê bajarokê Seidiye Ehmed Zirgoşî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqînan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 46 kesên din jî birîndar bûn. + +Zirgoşî diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Xaneqîn û Celewlayê. + +Rêveberê bajarokê Seidiye herwiha got ku hinek kuştî û birîndar di bin dikanên hatine hilweşandin de mane, lewra tê pêşbînîkirin hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- 4 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê hêzên asayişê yên ku wek hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojava tên naskirin, hatin girtin. + +Çavkaniyekê ji nav serkirdatiya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro nîvro 4 endamên wan ku ji Başûr vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku serkirdatiya partiya wan niha hewl dide hevalên wan bên berdan, ji ber vê yekê jî nexwest navê wî bê aşkerekirin. + +Çavkaniyê got ku 3 ji wan kesên hatine girtin keç in. + +Piştî ku PDK-Sê kongreya xwe ya damezirandinê di 3,4 û 5ê nîsanê de li Hewlêrê li dar xist û endamên kongreyê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, hejmark ji wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin girtin û pişt re hatin berdan. + +PDK-Sê di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku ";asayişa PYDê nêzîkî 15 hevalên wan bi zorê ji Rojava vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + + +Enqere (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî tevlîbûna parlementerên BDPê, yekemîn civîna xwe li na Parlamentoya Tirkiyê pêk anî û tê de hevseroka HDPê Sebahat Tuncel axifî. + +Tuncel di destpêka axaftina xwe de peyameke sersaxiyê ji qurbaniyên teqîna duh a ku li bajarokê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, şand. + +Tuncel rexne li hikûmeta Tirkiyê kir û piştgirî jî da gotinên hevseroka şaredariya Amedê Gulten kişanak ku gotibû ";Em ji petrola heremê para xwe dixwaz in";. + +Sabahat Tuncel derbarê vê yekê de wiha axifî: ";Gulten Kişanak got em para xwe ji petrolê dixwazin, wan jî qiyamet rakirin, lê ev mafekî rewa ye. Kurd digel vê yekê mafê xwe yê xweseriya demokratîk jî dixwazin";. + +Hevseroka HDPê herwiha bang li gelê Tirkkir û got ";Bi salan ji me re derew kirin, gotin dê Tirkiye bê perçekirin, li Îtalyayê 20 herêmên federal hene, lê ew perçe nebûye";. + +Sabahat Tuncel herwiha behsa pêvajoya aştî û çareseriyê jî kir û got ";Kiryarên hikûmeta AKPê xizmeta pêvajoyê nakin. Divê yasaya xweseriya rêveberiyên herêmî bê derxistin û destûra bingehîn jî bê guhertin. bila gelên me bizanin emê li ser tekoşîna xwe berdewam bin";. + +Tuncel li ser kolandina xendekên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyanî dan û got ";Li aliyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê xendekê dikole û li aliyê din dewleta Tirkiyê li ser sînorê bajarê Hatayê dîwaran lêdike. Gelê Rojava dê xendekan dagire û dîwaran jî biherifîne. ji ber ku pêşiya şoreşa Rojava bi xendek û dîwaran nayê girtin. Ji Kurdan netirsin bizanin Kurd herî zêde li Tirkiyê dijîn";. + +Hevseroka HDPê li ser biryara îdamên li Misrê jî axifî û ragihand ";Em li dijî van biryaranin, AKPê dibêje ez dijî biryara îdamê me lê dema Îranê biryarên îdamê dida, dengê wan derneket";. + +Li ser peyama serokwezîrê Tirkiyê ya di derbarê qirkirina Ermeniyan de jî, Tuncel got ";Serokwezîr dibêje divê em rûbirûyê wan bûyeran bibin, lê rûbirûbûn wisa nabe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ofîsa Jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi hevkariya çend ajans û rêxistinên din ên navdewletî, lêkolînek derbarê rewşa keç û jinên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê bûne penaber, pêk anî. + +Piştî salekê, ofîsê encamên lêkolîna xwe aşkere kirin û tê de hejmarên metirsîdar li ser destdirêjiya seksî û îşkencekirina ku keç û jinên penaber rastî tên, derxistin holê. + +Li gor encaman, piraniya jinên penaber ji aliyê karmendên asayişê û karmendên komisyona penaberan ve rastî destdirêjiya seksî hatine. + +Amarên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku 224 hezar û 456 penaber li Iraqê dijîn û ji sedî 97 li Başûrê Kurdistanê ne. ji wan, ji sedî 43% di kampan de dijîn ku li gor wê amarê, ji sedî 47 û nîvê penaberên ku navê xwe tomar kirine, ji regezê mê ne. + +Penaberên ku di lêkolînê de hevpeyvîn ligel wan hatiye kirin, dibêjin keç li ser kar, di teksiyan de û herwiha di nav kampan de jî rastî tundî û destdirêjiya seksî tên. Wek di lêkolînan de hatiye gotin, li kampeke penaberan, keç û malbat ji ber hejariyê neçarin karê leşfiroşiyê bikin, yan jî keçên xwe zû dizewicînin. + +Di lêkolînê de ku li ser jin û mêran jî hatiye kirin, her duyan hejarî wek sedema serekî ya tundûtûjiyê dibînin. Ew herwiha ji kêmbûna çavdêriya tenduristî, zêdebûan kirêya xaniyan û nebûna derfetên kar dilgiarnin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di lîstikek agirîn de ku navnîşana wê serkeftine, tîma Bayern Munschen a almanî pêşwazî li tîma Real Madrid a spanî dike û çavê her du aliyan li serkeftinê ye. + +Di çarçoveya lîstika vegerê ji gerra berî dawî ji şampiyoniya Ewropa, li ser yarîgeha Allianz Arena tîma B. Munschen tê himberî tîma R. Madrîd. + +Di lîstika çûnê de ku li ser yarîgeha R. Madrîd, Santiago Bernabéu, tîma B. Munschen bi golekî bêbermaber şikest, lewma dixwaze di lîstika îro de serkeftinê li ser R. Madrid bidest bixe, da pilêta derbasbûna lîstika dawî ji şampiyoniya Ewropa ji dest R. Madrid birevîne. + +Tîma R. Madrid derbasî lîstikê dibe bêyî ku ti lîstikvanên wê li ser kursiyê lîstikvanên yedek rûnin. + +Li gor medyaya cîhanê dê rahênerê R. Madrid, Karlo Ancelotti bi van lîstikvana hevrikiya tîma almanî bike: Kasillas, Koentrao, Ramos, Psps, Charvajal, D. Maria, X. Alonso, Modric, Ronaldo, Benzema û Bale. + +Di himber de B. Munschen bi van lîstikvanan dê himber tîma Spanî bilîze: Neuer, Lahm, J. Martinez, Boating, Alba, Schweinsteiger, Kroos, Muller, Robben, Ribery, Mandzukic. + +R. Madrid dixwaze piştî 12 salan derbasî lîstika dawiyê bibe û nasnava xwe ya 10em ya şampiyoniya Ewropayê bidest bixe, di himber de B. Munschen dixwaze bo cara 3yem, li ser hev, nasnava şampiyoniya Ewropa bilind bike. + +Lîstik demjimêr 21:45 bi dema Hewlêrê birêve diçe. + + +Amed (Rûdaw)- Sibe, 30'ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên herêmî û parlementoya Iraqê birêve diçin. Ev hilbijartin li aliyê Bakûrê Kurdistanê jî mijareke balkêşe. + +Çawa hilbijartinên herêmî yên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ji nêz ve hat şopandin hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî li Bakûrê Kurdistanê tê şopandin. Siyasetmedarên kurd daxwaz dikin ku bi van hilbijartinan demokrasiya Başûrê Kurdistanê pêşvetir biçe û xurttir bibe. + +Ji ber ku demokrasiya Herêma Kurdistanê ji bo cîranên wê mînakeke girîng e. Siyasetmedarên kurd hêvîdarin ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di nava aştî û aramiyê de derbas bibin. + +Her wiha dibêjin encamên hilbijartinan çi be bile ew be lê pêwîstê dawiyê her tişt gorî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê be. + +Li gorî siyasetmedarên Kurd çawa ku niha li Başûrê Kurdistanê partiya sereke PDK ye di hilbijartinan de jî ev rewş dê neyê guhertin. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Xwendekar û mamostayên zanîngehê li dijî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê nerazîtî nîşan da. Bi hinceta ku bi destê 'Cemaeta Gulen' Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê ji bo Peymangeha Tenduristiyê hatine tayînkirin, di bin serperiştiya Baskê Sendîkaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Dêrsîmê de li nav hewşa zanîngehê xwepêşandanekê hat sazkirin. + +Piştî xwepêşandana ku bi pankartên 'Em ê rê nedin xebatkarên nijadperest û paşverû', 'Di beşa tenduristiyê de em baytar naxwazin' pêk hat, li ber Rektoriya Zanîngeha Dêrsimê li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngehê Mehmet Aşkin daxuyand. +Di daxuyaniyê de Aşkin bertek nîşanî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê û rektorê wê da û got: "Nêrînên yekîneyên zanîngehê, daxwazên nivîskî û bêyî ku rewişt û rêçikên zanistî li ber çav bê girtin; rêxistinên cemaetî û nijadperest roj bi roj zêdetir tên bipêşxistin û bihêzkirin. Ji bo hinek kesan bi îlanên taybet, pîvan û rêzikên zanistî û akademî tên binpêkirin. Bi vî awayî li zanîngehê, 'hîndekarên bankamatîk' tên çêkirin. Ev 'hîndekarên bankamatîk' naçin dewamê û li bajarê Dêrsîmê dananîşin. Yekane erk û peywirê wan ew e ku postên rêveberiyê li xwe bikin û di hefte yan jî du hefteyan carê îmzeyên dewamên xwe di yekcarê de biavêjin." +Aşkin derbirî ku rêveberiya zanîngehê hîndekar û mamostayên ku Dêrsîmî ne, wernagire. Aşkin diyar kir ku li zanîngehên her bajarî wekî rêje bi piranî ji hîndekarên wî bajarî pêk tên, lê li Dêrsîmê li Zanîngeha Tûnceliyê hema bigire hîndekarê ji vî bajarî nîn in. Aşkin di vî warî de rexne li rêveberiya zanîngehê girt û wiha domand: "Pêşniyara me ev e, bila rektor navê zanîngehê yan bike 'Zanîngeha Firatê ya li Dêrsîmê' yan jî bi gotina gel navê wê bike 'Zanîngeha Gulen 2'." +Xwendekarên Peymangeha Pîşeyê Tenduristiyê bi cilên xwe yên sipî beşdarî xwepêşandanê bûn û hima him dirûşmeya 'Em ne baytar in, em tenduristkar in' berz kir. Ji ber ji bo Peymangeha Tenduristiyê Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê hatine tayînkirin, kerb û hêrsa xwepêşanderan sortir bû. + +Di vî warî de Aşkin wiha daxuyand: "Li Zanîngeha Dêrsimê yekane jina rêveber Doç. Dr. Gulnaz Karatay ku di damezrandina Peymangeha Tenduristiyê de cih girtiye û erkê gerînendîtiyê bi pûtepêdaneke mezin bi rê ve dibir; digel ku di vê qadê yekane doçent e, ji bo vî erkî nehatiye tayînkirin. Li şûna Karatay baytarek ji b vî erkî hatiye destnîşankirin. Gerîndeyê nû, bi awayekî derhiqûqî, Doç. Dr. Gulnaz Karatay ji serokbeşiyê jî dûr dixe û li şûna wê 'hevrê'yek xwe yê biyolog ji bo vî erkî destnîşan dike. Peymangeha Tenduristiyê ya ku tenê beşa wê ya hemşîretiyê (tenduristkarên jin) vekirî ye, ji aliyê gerînendeyek baytar, biyologeh serokbeş û alîkarek gerînendeyê veterîneriyê ve tê birêvebirin." + +Herwiha Aşkin got ku karmend û mamostayên zanîngehê, ne bi pîvanên zanistî ' bi fermanên siyasî û nêzîkatiya bi cemaeta Gulen' tên destnîşankirin û bicihkirin. +Piştî daxuyaniyê xwepêşander hêmanane belav bûn. + +Bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê çav li ser Rûdawê ne, bo vê mebestê jî Tora Medyayî ya Rûdawê hemû amadekariyên xwe kirine. + +Tora Medyayî ya Rûdawê (Tv, Radyo û Portal) bi pilaneke berfereh dê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bişopîne. + +Televîzyona Rûdawê, sibe, 30.04.2014, ji demjimêr 6ê sibehê dest bi şopandina proseya dengdanê dike û heta derengî şevê berdewam dibe. + +Bi rêya rojnamevanên me yên navdar û peyamnêrên me yên çalak, Rûdaw wek şopandina hilbijartinên 21.09.2013 dê di şopandina van hilbijartinan jî pêşeng be. + +Li stodyoyên Rûdawê jî dê Hîwa Cemal, Hêmin Melazade, Şîfa Gerdî, Dilbixwîn Dara û Deştî Rewandizî bi dirêjahiya rojê ligel we bin. + +Herwiha pexşa me ya zindî dê ji Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Washington, Kerkûk, Bexda, Berlîn, Mosko, Amesterdam û çend cihên din jî berdewam be. + +Li ser ekranên Rûdawê jî girafîkên hilbijartinan bi awayên prosfesyonal hatine çêkirin ligel hejmartina dengan, demlidest encam hin bi hin tên li ser erkanê. + +Herwiha radyo jî dê bi şopandina televîzyonê ve bê girêdan. Portala Rûdawê jî bi girafîk û nûçeyên bilez û rast ligel we dibe. + +Herwiha bi rêya rûpelên me li ser medyaya civakî, hûn dikarin nûçe, wêne û vîdyoyên di dest we de binêrin bo Rûdawê. + +Televîzyon, radyo û komputerên we bila li ser Rûdawê bin. Ji bîr jî nekin ku telefona we ji çi corekî jî be, xizmetguzariya wê li ser Rûdawê heye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku proseya hilbijartinan bi awayekî hêmin û aram birêve biçe. + +Îro, 30.04.2014, proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê destpêkir. + +Nêçîrvan Barzanî beşdarî proseya dengdanê bû û dengê xwe li dibistaneke taxa Kuran li bajarê Hewlêrê da û ragihand ";Min xwest ku ligel xelkê deng bidim";. herwiha daxwaza ji hevniştimaniyan kir ku mafê xwe yê demokrasî bikar bînin. + +Herwiha derbarê dîmena vîdyoyî ya Celal Talebanî, Nêçîrvan Barzanî got ku ew kêfxweşe ku Talebanî dît û hêviya tendirûstiyek baş bow wî xwest. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê îro saet 7ê sibehê bi dema Hewlêrê destpêkir û wê saet 6ê êvarî bi dawî were. + +Di van hilbijartinan de wê hemwelatiyên Başûrê Kurdistan nûnerên xwe di Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan de hilbijêrin, herwiha hemwelatiyên din ên Iraqê wê nûnerên xwe ji bo parlamentoyê hilbijêrin. + +Di hilbijartinên vê carê de zêdeitîr 20 milyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin. + +Li Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin. + +Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di 21ê îlona 2013an de hatin kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pileya yekem, Tevgera Gorran pileya duyem, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pileya sêyem, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pileya çarem û Komela Îslamî ya Kurdistanê pileya pêncem bi dest xistin. + +Ji sala 2005an ve ev yekemîn hilbijartinên encûmenên parêzgehan e li Başûrê Kurdistanê tên kirin. + +Çavdêrên siyasî yên Iraqê pêşbînî dikin di van hilbijartinan de nexşeya siyasî li Iraqê bê guhertin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa ragihand ku ev hilbijartin proseyeke girînge bo radestkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê. + +Îro, 30.04.2014, proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê destpêkir, di vê barê de Newşîrwan Mistefa li binkeya Azadî li bjaraê Silêlmaniyê dengê xwe da. + +Herwiha Mistefa daxwaz ji xelkê kir ku bi germî beşdarî hilbijartinan bibin û got: ";Ev hilbijartin proseyeke girînge bo radestkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê."; + +Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê hêvî xwest ku encamên hilbijartinan ligor daxwaza xelkê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê saet 6.50 deqe bi dema Hewlêrê û berî 10 deqeyan ji destpêkirina proseya dengdanê, dengê xwe avête sindoqeke dengdanê li dibistana Lawan li taxa Kûrana Enkawe li bajarê Hewlêrê û hêvî xwest xelk jî mafê xwe yê demokrasî bi kar bînin. + +Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe bi kar anî, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku hilbijartinên îro ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê gelek girîng in û ji hemwelatiyan xwest ku ber bi sindoqên dengdanê ve biçin û nûnerên xwe hilbijêrin. + +Serokwezîr Barzanî herwiha hêvî xwest proseya dengdanê bi awayekî aştiyane birêvebiçe û got ";Bêguman ev prose dê bibe serkeftineke mezin ji bo tevahiya proseya demokrasiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê";. + +Derbarê vîdyoya serokomarê Iraqê Celal Talebanî de ku li nexweşxaneya ku tê de tê dermankirin li Almanayê dengê xwe avêt sindoqa dengdanê, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ";Bi baweriya min xelkê Iraqê bi giştî kêfxweş bûn ku di ekrana televizyonê de dîtin cenabê serok Talebanî deng dide";. + +Serokwezîr Barzanî diyar kir ku çûna Talebanî valahiyek him li Iraqê û him li Herêma Kurdistanê bi cih hiştiye û hêvî xwest bi tenduristiyeke baş vegere Iraq û Herêma Kurdistanê. + +Derbarê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku proseya avakirina hikûmetê roja sêşemê di pratîkê de destpêkir û hêvî xwest ku di demeke kurt de bi fermî ew kabîne bê avakirin. Herwiha aşkere kir ku heta niha ti aliyekî wezîrên xwe destnîşan nekirine. + +Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî got ku ev hilbijartin wê nexşeya siyasî ya Iraqê bi giştî biguhere. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ";Li cem me çiqasî avakirina hikûmetê dijwar be, li Iraqê dê gelekî dijwartir be";. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navendeke dengdanê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dengê xwe bi kar anî. + +Barzanî dora saet 9:50 deqe bi dema Hewlêrê, dengê xwe ji bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê avête sindoqên dengdanê. + +Herwiha ligel Barzanî, şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li heman navendê dengê xwe bi kar anî. + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec daxwaz ji hemwelatiyan kir ku berê xwe bidin sendûqên dengdanê. + +Mihemed Ferec biştî ku berşdarî proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdisatnê bû û dengê xwe da, Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Çaksaziya rast ji vê de destpêdike."; + +Herwiha Ferec ragihand: ";Madem en li vî niştimanî dijîn, berpirsiyariya me jî heye."; + + +Silêmaniyê (Rûdaw)- Çavdêrekî hilbijartinan ragihand ku li navenda Erbet li bajarokê Erbet ê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, şer di navber hêzên polîs û asayişê de derket û nêzîkî 40 deqeyan dengdan li navendê rawestiya. + +Çavdêrê hilbijartinan Haşim Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Li navenda Erbet a bineretî, ji ber şerê navbera polîs û asayişê û teqekirinê, proseya dengdanê nêzîkî 40 deqeyan rawestiya";. + +Kerîm herwiha got ";Karmendên komîsyonê li navenda Erbet ne serbixwe ne û nahêlin kesên nexwendevan kesekî ligel xwe bînin hundir navendê daku deng ji wan re binivîse û ew karmend bi xwe li ji wan re dengan dinivîsînin";. + +Kerîm diyar kir ku ";gelek xelk li ber deriyê navendê rawestiyane, lê derî girtine û nahêlik kes derbas bibe";. + +Raniye (Rûdaw)- Li bajarokê Raniye yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve û di dema şopandina proseya hilbijartinan li ber yek ji navendên dengdanê de, tîma Tora Medyayî ya Rûdawê rastî êrîşê hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferman Çomanî li Raniyeyê got ";Saet 7.30ê sibehê, bi dema Hewlêrê, li ber navenda Botî li Raniyeyê, du berpirsên asayişê bi cilên sivîl rê li ber me girtin û nehiştin em proseyê bişopînin û hewl dan dest danin ser kamîreya me";. + +Li gor rênimayên komîsyona hilbijartinan a Iraqê, medya dikare li ber navendên dengdanê proseya hilbijartinan bişopînin. + +Ji destpêka proseya hilbijartina Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ku saet 7ê sibehê destpêkir, ev yekemîn binpêkirin bû li dijî rojnamevanan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê Serbest Mistefa piştrast kir ku serokomarê Iraqê Celal Talebanî li paytexta Almanya Berlînê dengê xwe avêt sindoqa dengdanê. + +Derbarê awayê dengdana Talebanî de û di bersiva pirsekê de ku gelo Talebanî çûye navenda dengdanê yan jî sindoqa dengdanê jê re birine nexweşxaneya ku lê tê dermanakirin, Serbest Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Ez dizanim bê dengdana wî çawa bû, lê ji ber ku ev mijar taybete, ez nikarim bersivê bidim";. + +Mistefa herwiha got ";Ya girîng ewe ku dengê xwe bi kar aniye û ev peyameke başe ji bo hemû gelê Iraqê, ne pirsgirêke bê li kûderê deng daye, li Iraqê jî navendên dengdanê li nexweşxaneyan hene û ti nexweşek tev textê xwe neçûye navendên dengdanê";. + +Serokê komîsyona hilbijartinan diyar kir ku xelkê navçeyên ku di bin kontrola grûpên tundrew de ne nikarin deng bidin û berê xwe dane navçeyên din û got ";Ji ber vê yekê me navend ji bo koçberên parêzgeha Enbarê li cihên din vekirine û ew dikarin li wir dengê xwe bi kar bînin, piraniya wan koçberan jî li Herêma Kurdistanê ne";. + +Serbest Mistefa aşkere kir ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê hinek navendên li Kerxi, Enbar, Neynewa û Selahedînê hatine girtin. + +Di çend demjimêrên borî de peymanêrên me li çend cihekî ku proseya hilbijartinan lê birêve diçe, rastî êrîş û destandîn li ser alavên wan hatin. + +Em li rêveberiya Rûdawê, di demekê de ku ji hemû aliyekî re tekez dikin ku tora peyamnêrên me tenê bo veguhestina wêneyê rast ê proseya hilbijartinan kar dike, di heman demê de hêzên ewlekariyê wek berpirsaiyar dizanin li ser her destdirêjiyekê ku li ser tîmên Rûdawê bê kirin. + +Derxistina rastiyan armanc û xwesteke we ye. + +Rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +30.04.2014 + +Raniye (Rûdaw)- Aliyên siyasî yên ku tevlî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bûne, li hev kirin ku hêzên asayişa ji navenda dengdanê ya Hacyawa li bajarokê Raniye bên derkirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Raniye ragihand ku dûrxistina hêzên asayişê ji wê navendê piştî wê yekê hat ku şer di navbera alîgirên aliyên siyasî û hêzên asayişê de derket ku di encam de hemwelatiyek û asayişek birîndar bûn. + +Piştî vê bûyerê, serokê Parlametoya Kurdistanê Yûsif Mehmûd daxwaz ji komîsyon û saziyên ewlekariyê û polîs kir bi awayekî bêalî proseya dengdanê birêvebibin û destêwerdanê nekin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Saet 6ê êvarî bi dema Hewlêrê, wê proseya dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi dawî were û komîsyona hilbijartinan dibêje ku piştî girtina navendên dengdanê wê proseya veqetandina dengan destpêbike. + +Rêveberê ofîsa Helwêrê ya komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê Hendirên Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îşev piştî bidawîhatina hilbijartinan wê proseya veqetandin û hejmartina dengan destpêdike";. + +Derbarê dengên dengdana taybet a nexweşxane û hêzên çekdar û ewlekariyê de ku 28ê mehê birêveçû, Mihemed diyar kir ku ew deng wê di holeke din de hatine komkirin û wê sibê veqetandina wan jî destpêbike. + +Rêveberê ofîsa Helwêrê ya komîsyona hilbijartinan derbarê rêjeya beşdariya xelkê parêzgeha Hewlêrê di hilbijartinan de got ";Heta saet 12ê nîvro, rêjeya beşdariya xelkê li parêzgeha Hewlêrê ji sedî 49 bû";. + +Portala Rûdawê xwendevanên xwe agehdar dike ku ew dikarin deqe bi deqe rêjeya dengên aliyên siyasî her ji destpêka veqetandinê de bibînin. + +Îro saet 7ê sibehê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê destpêkirin û biryar e heta 6ê êvarî berdewam bin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad mercê ku YNK di paşerojê de nebe opozîsyon aşekere kir. + +Murad piştî ku dengê xwe aêvte sindoqa dengdanê, ji medyayê re axifî û ragihand: ";Eger wezareta navxwe bibe ji pişka YNKê, wê YNK nebe opozîsyon."; + +Murad tekez kir ku YNKê rijde li ser wergirtina wezareta navxwe û got: ";Ji ber ku bi hezaran pêşmerge, polîs, karmend û tiştên me hene."; + +Derbarê nêrîna hin berpirsên YNKê jî ku behsa opozîsyonêbûnê dikin de, sekreterê encûmena navendî ya YNKê wiha got: ";Eger wezareta navxwe di destê me de be, emê nebin opozîsyon."; + +Berî niha jî sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di programa Kevana Sor a Rûdawê de got: ";Pirsa wezareta navxwe yekalî bûye, berî niha jî serok Barzanî gotiye wezareta navxwe ji bo PDKê ye, wate ji bo PDKê ye, em jî li ser wê yekê kar dikin da ku vê gotinê bi cî bînin."; + +PDKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de her yek ji wezaretên rewşenbîrî, avakirin, xwendina bilind, tendirûstî, karûbarê şehîd û enfalkiriyan û posta cîgirê serokwezîr û cîgirê serokê parlamentoyê yan jî sekreterê parlamentoyê ji YNKê re veqetandine, lê ew rijde li ser wergirtina wezareta navxwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Dadgeha Gel"; li Efrînê cezayên giran derheqê çend endamên Partiya Demokrat a Kurdisatnê-Sûriyê (PDK-S) ku hinek ji wan ev zêdetirî 8 mehane girtî ne, derxist. PDK-Sê jî dibêje ew ceza ";tolhildaneke siyasî ye";. + +Dadgeha bi navê ";Dadgeha Gel"; ku xwe ser bi rêveberiya kantona Efrînê ya ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurdî ve hatiye avakirin, hesab dike, duh her yek ji Beyazîd Meimû, Siyamend Birîm û Mihemed Saîd Îso bi tometa ";teqandina avahiya Yekîtiya Ragihandina Azad di 4ê îlona 2013an de"; bi 10 salan girtin ceza kirin. + +Heman dadgehê ku biryar da her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û Mihemed Hesen ku ew jî endamên PDK-Sê ne û azad in, bi tometa ";teqandina avahiya Saziyên Civaka Sivîl di 22yê tebaxa 2013an de"; bi 20 sal girtin bên cezakirin. + +Herwiha dadgehê cezayê 10 heta 20 salan li ser 8 kesên din ên xelkê Efrînê birrî. + +Li hember vê yekê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ew biryarên ku derheqê hevalê wan li Efrînê de derketine şermezar kirin û got ku ";di lêkolînan de hevalên wan hatine îşkencekirin û di bin lêdanê de bi zorê îtîraf ji wan hatine standin";. + +PDK-Sê di daxuyaniya xwe de cezayên wê dedgehê wek ";tolhildaneke siyasî li hember endam û alîgirê xwe"; da zanîn û daxwaz kir ku hemû hevalên wan ên di ";zindanên PYDê de"; yekser bên azadkirin. + +Di daxuyaniya xwe de PDK-Sê bang li raya giştî ya kurdî û kurdistanî û niştimanî û hemû saziyên mafên mirovan ên navdewletî kir ku ";kar bikin ji bo ew kiryarên bên rawestandin û endamên wan û hemû xebatkarên din ên di zindanên PYDê de bên azadkirin";. + +PDK-Sê herwiha got ku ";dadgehên PYDê ne rewa ne û biryarên wê berî ku derbikevin aşkere ne û her kes nas dike û ev yek jî bi ti awayekî xizmeta yekrêziya Kurdan nake";. + +Hewlêr (Rûdw)- LI bajarokê Çiwarqurne yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve li ser pirsgirêka erdan kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li nexweşxaneya Çiwarqurne ragihand ku 2 malbat li ser pirsgirêka erdan şer kirin û gule berdane hev. + +Herwiha got ku di encama şerê bi çekan de, ji malbatekê 3 kes birîndar in û yekê din hat kuştin. + +Şahidên li ser bûyerê dibêjin ku ew kesê gule berdane û bi kuştin û birîndarkirina her 4 kesan tometbar e, polîsê trafîkê ye û her bi cilê fermî gule berdane. + +Rêveberiya polîsê Çiwarqurne ev zaniyarî ji Rûdawê re piştrast kirin û ragihand ku ew kesê gule berdane reviyaye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê ditirsin li parêzgeha Silêmaniyê di hilbijartinan de sextekarî were kirin. + +Îro li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pêkir. Dengan dê heta 6ê êvarê bidome. + +Lê li parêzgeha Silêmaniyê, PDK, Tevgera Gorran, Komel û Yekgirtû di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, li Silêmaniyê hewl tê dayîn di hilbijartinan de sextekarî bê kirin ji ber ku li hinek cihên denganê pêşiya sextekariyê hatiye girtin. + +Li gorî daxuyaniyê, partiyên han ji çavdêrên hilbijartinan dixwazin miqatî hilbijartinanê û sindoqên denganê bibin da ku hilbijartin bi awayekî pak û zelal were lidarxistin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku eger sextekarî û binpêkirinek were kirin wê çaxê nûnerê Komîsyona Hilbijartinan li Silêmaniyê berpirsê vê rewşê ye, çimkî beriya niha komîsyon hatiye hişyarkirin lê wisa xuya ye ku komîsyon erkên xwe di vî warî de bicîh nahîne. + +Di daxuyaniyê de navê YNKê derbas nabe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de herî zêde li bajarê Zaxo û herî kêm li devera Sabûnçî ya Kerkûkê bûye. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bidawî bû û jimartina dengan dest pêkiriye û heta niha jî didome. +Lê li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de li Başûrê Kurdistanê wiha bûye: + +Parêzgeha Hewlêrê +Hewlêr: 70% +Soran: 78% +Enkawe: 58% +Basirme: 89% +Herîr: 85% +Teqteq: 86% + +Parêzgeha Silêmaniyê +Silêmanî: 70% +Pêncwên: 74.2% +Çarqurne: 80% +Raniye: 70% +Biyare: 83.5% +Seyîd Sadiq: 83% +Dûkan: 86.7% +Derbendîxan: 75% + +Parêzgeha Dihokê +Dihok: 79% +Zaxo: 89% +Berdereş: 81.4% +Akrê: 79.3% +Amêdî: 80% + +Parêzgeha Kerkûkê +Kerkûk: 55% +Hewîce: 62% +Daqûq: 50% +Dobiz: 54% +Sabûnçî: 27% + +Parêzgeha Mûsilê +Deverên Kurdî: 60% +Qereqûş: 70% +Bertelle: 45% +Şingal: 60% +Tel Efer: 75% +Şêxan: 65% + +Silêmanî (Rûdaw) – Hêdî hêdî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê eşkere dibin. + +Li gorî encamên destpêkê û li gorî rêjeya dengên ku heta niha hatine jimartin, li bajarê Silêmaniyê Tevgera Gorran li pêşiya hemû partiyên din e lê li parêzgeha Silêmaniyê hevrikiyek tund di navbera YNK û Gorranê de heye. + +Li gorî encamên han, Gorran yekem, YNK duyem û PDK jî sêyem e… + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, PDK li pêşiya partiyên din e. + +Jimartina dengên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê didome. + +Lê li gorî encamên destpêkê, PDK yekem, YNK duyem, Gorran sêyem, Komel çarem û Yekgirtû jî di rêza pêncem de ye… + +Hesekê (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Asayişa PYDê de ";2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 6 leşker jî hatin girtin";. + +Li gorî malperên nêzîkî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), îro danê êvarê li bajarê Hesekê di navbera şervanên YPG’ê û leşkerên rêjîmê de pevçûn rû dan. + +Li gorî agahiyan, leşkerên rêjîmê nêzîkî saet 15.00’an hewl dan êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên YPG’ê ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û di navbera her du aliyan de pevçûn rû dan. + +Li aliyekî din leşkerên rêjîmê Sûriyê êrîşî bendeke Kontrolê ya hêzên Asayîşê ya di navbera taxên Til Hecer û El-Muftî de yên bajarê Hesekê kirin. + +Li ser vê yekê endamên Asayîşê bersiva leşkerên rêjîmê dan. Di encama pevçûnan de 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 6 din jî dîl ketin destê hêzên Asayîşê. + +Rewş li deverê hê jî aloz e. + +Amed (Rûdaw/DÎHA) - Çalakiya welatiyên Liceyê ya li dijî avakirina Qereqola Korxa berdewam dike. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku ji bo 2 leşker bi tevahî 5 kesên hatine girtin bên berdan divê daxwazên gel pêk bên û heta daxwazên gel pêk neyên gav nayên avêtin. + +Çalakiya gel a li dijî çêkirina Qereqola Korxayê ya navçeya Liceya Amedê di roja 9'emîn de berdewam dike. + +Îro Serokwekîlên koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Amirê Îdarî yê Meclîsê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî hatin Lîceyê û konê berxwedanê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê dê li herêmê lêkolînan kirin. Heyeta HDP'ê bi welatiyan re sohbet kir û lêkolîn pêk anîn. Heyetê piştî bi welatiyan re hevditin pêk anîn, li navçeyê bi rayedarên dewletê re jî hevdîtin pêk anîn. HDP'ê piştî hevdîtinan daxuyanî nedan û vegeriyan. + +Piştî heyet vegeriya Amedê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut der barê rewşa 2 leşker û 3 welatî bi tevahi 5 kesên de daxuyanî da. + +Zumrut, anî ziman ku wan bi Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Waliyê Amedê Mustafa Cahit Kıraç re hevdîtin pêk anî û hevdîtinên wan erênî derbas bûn û wiha got: "Çalakiya welatiyan a li dijî qereqola Korxa ne çalakiya yekem û ne jî ya dawî ye. Heta niha der barê avakirina qereqolan de dewlet û hikûmetê daxwazên gel nebersivandiye. Gel heta daxwazên wan pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike. Hevdîtinên me yên bi qeymewam û walîtiyê re didomin. Heta ku daxwazên gel neyên bersivandin dê gav ji bo berdana leşkeran neyên avêtin. Rewşa 5 kesan baş e " + +Li aliyê din liv û tevgera leşkeri berdewam dike. Leşker tenê ji bo şerîdek rê destûr dide ku maşîne derbas bibin. + +Di saetên êvarî de liv û tevgera helîkopteran jî zêde bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdarî di hilbijartinên îro yên Iraq û Kurdistanê de eşkere kir. Rêjeya herî zêde li Dihokê beşdar bûne. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, bidawî bûn û heta niha jimartina dengan didome. + +Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de eşkere kir, li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, rêjeya beşdariyê wiha ye: + +Dihok: 77% +Hewlêr: 74% +Silêmanî: 74% +Kerkûk: 70% +Mûsil: 45% + +Dêrsîm (Rûdaw)- Êrîşa ku li Parlamentoya Tirkiyê li dijî Kiliçdaroglû pêk hatibû, duh li Dêrsîmê hat şermezarkirin. + +Xwepêşandan li Meydana Seyîd Riza di bin serperiştiya rêxistina CHPê ya Dêrsîmê de bi piştgiriya rêxistinên civaka sivîl hat sazkirin. + +Serokê Baskê CHPê yê Dêrsîmê Kemal Bozkûrt axaftina xwe bi şermezarkirin êrîşê destpêkir û got ku êrşa li dijî Kiliçdaroglû nîşaneya pêvajeyeke neveger û xirab e. + +Bozkûrt wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Ev êrîşa li dijî hemwelatiyên Tirkiyê yên ku dixwazin rast û dirust bijîn. Li hemberî tundî û fişaran, têkoşîna me ya siyasî û demokratîk dê bihêztir bi pêş bikeve. Roj roja yekîtiyê ye. Divê em rê nedin, veqetîn û komikperestiyê";. + +Seroka Komeleya Karsazên Jin ên Dêrsîmê Fîdan Aydinê jî diyar kir ku di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekem êrîşkarek bi kulman li serokê giştî yê partiyekê da. + +Aydinê herwiha got ";Ev kulm ne tenê li Kiliçdaroglû ketiye li Dêrsîme û li hemû Tirkiyê ketiye. Ev yek ji bo Tirkiyê cihê şermê ye. Ev kulm li biratî, aştî û demokrasiya Tirkiyê ketiye";. + +Birayê Kemal Kiliçdaroglû, Yûsûf Ziya Kiliçdaroglû yê ku di xwepêşandanê de amade bû, got ku piştî êrîşê bi birayê xwe re peywendî daniye û niha rewşa wî baş e. + +Piştî daxuyaniyan girse bi hêminî belav bû. + +Êrîşkarê bi navê Orhan Ovet ku bi kulman êrîşî Kiliçdaroglû kir, endamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) derket. + +Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Çelîk duh ji ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku êrîşkar Orhan Ovet endamên partiya wan e. + +Çelîk di hesabê xwe yê tora civakî de diyar kiriye ku 9 milyon endamên partiya wî hene, Orhat Ovet jî di 2012an de bûye endam; diviyabû kesek wiha paşxana wî bi tawanan tije ji bo endamtiyê nehata qebûlkirin. + +Çelîk diyar kir ku piştî bûyerê, êrîşkar yekser ji partiya wan hatiye dûrxistin û qewitandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê niha li ber destê xwendevanan e. + +Di hejmara 244 a vê heftiyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê de, hevpeyvîna taybet a Rûdawê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye weşandin ku tê de bersiva çend pirsên girîng dide. + +Herwiha gelek mijarên din ên girêdayî hilbijatina serokomarê Tirkiyê û rola Kurdan di wê proseyê de û rewşa Kurdên Feylî li Iraqê di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin. + +Şehrîbana Kurdî û Mîkaîl Aslan di du hevpeyvînên taybet ên Rûdawê de, behsa jiyan, hunera xwe û rewşa hunera kurdî dikin. + +Her di vê hejmara nû ya Rûdawa Ewropa de, hevpeyvînek ligel Prof. Dr. Golmorad Moradî hatiye kirin û tê de behsa rewşa Yarsanan li Rojhilatê Kurdistanê dike. + +Rêvebirê ofîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Karwan Zêbarî di hejmara 244 a Rûdawê de, behsa karên ofîsa xwe û hewlên wan JI BO HeleBCE bikin rojeva Kongreya Amerîka dike. + +Herwiha çend gotarên girîng li ser ";Serdema serokan";, ";Zimanek û du zarave";, ";Dunya rûyê xwe nade Kurdan"; û ";Dewletên rojavayî çima ji Îranê re serî tewandin?"; di vê hejmara rojnameya Kurdên Diyasporayê de cih digirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di 5ê vê mehê de ji aliyê 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê ve hat damezirandin, di yekemîn daxuyaniya xwe de tekîd kir ku siyaseta tekane li Rojavayê Kudistanê xizmeta gelê Kurd nake û pêwîste hemû hê û alî rêzên xwe bikin yek ji bo xwe li hember êrîş û gefan biparêzin. + +Komîteya navendî ya PDK-Sê daxuyaniya bidawîhatina karên kongreye yekgirtina PDK-Sê belav kir û tê de tekîd kir ku kongreya wan a ku rojên 3, 4 û 5ê vê mehê li Hewlêrê hat lidarxistin, di bin çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêveçû. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku raporta siyasî ya serkirdatiya Yekîtiya Siyasî ya ku di kongreyê de hatiye xwendin, tekîd li ser wê yekê kir ku ";PDK-Sê beşekî sereke ji şoreşa Sûriyê ye û ew ligel hevparên xwe di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de kar ji bo hilweşandina rejîma sîtemkar dike";. + +Di wê raporta siyasî de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wiha hatiye gotin: ";Siyaseta tekane û dûrxistina aliyên din xizmeta gelê Kurd û doza w ya neteweyî nake û divê yekîtî û yekrêziya nav mala kurdî di destpêka her karekî de be û pêwîste helwest û rêz yek bin ji bo ku rûbirûyê hêzên tarî û terorîsît bibin ku niha metirsiya wan li ser bajar û bajarokan zêde dibe";. + +PDK-Sê ku di encama yekgirtina her du baskên Partiya Azadî, Partiya Yekîtiya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) de hat damezirandin, ragihand ku deriyê wê li ber hêzên niştimanî yên kurdî vekiriye ji bo ku gavên din ên yekgirtinê bên avêtin. + +Di daxuyaniya dawî ya kongreya PDK-Sê de ku dibêje ewê li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe bike, tekîd li ser wê yekê jî hatiye kirin ku rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ew jî yek ji pêkhateyên wê ye, divê bê aktîvkirin û bihêzkirin. + +PDK-Sê diyar kir ku divê Sûriya nû xwedî sîstemke demokrasî û ne merekezî be, bi awayekî ku federaliyetê ji bo Kurdistana Sûriyê misoger bike û destûrek bê danîn ku tê de mafên hemû pêkhateyan misoger be. + +Di dawiya daxuyaniyê de, komîteya navendî ya PDK-Sê ku ji 51 kesan pêk tê, daxwaxza azadkirina girtiyên sûrî di zindanên rejîmê de û ";girtiyên siyasî yên Kurd ên ku li cem PYDê binçavirî ne"; kir. + + +Kobanî (Rûdaw)- Şaxê Encûmna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li herêma Kobanî bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir ku kar ji bo rakirina dorpêça li ser herêma wan bikin. + +Şaxê ENKSê li Kobanî bangewaziyek belav kir û tê de ragihand ku bajarê Kobanî û navçeyên derdora wê ku nêzîkî 750 hezar kes tê de dijîn ji hemû aliyan de hatiye dorpêçkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji 6 mehan de yek dilopa avê û elektrîk ne gihitşiye xelkê herêma Kobanî ya ku çavkaniya elektrîk û ava wê herêmê niha di bin kontrola çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de ye. + +Şaxê ENKSê li Kobanî bang li rêxistinên navdewletî û mirovî û civaka navdewletî kir ku yekser kar bikin ji bo ku dorpêça li ser herêma Kobanî bê rakirin û av û elektrîk bigihînin xelkê herêmê û koçberên ku li wir djîn. + + +Ormiye (Rûdaw)- Tevî gefên navenda Besîcê, ciwanên gundekî parêzgeha Ormiyên ya Rojhilatê Kurdistanê bi armanca parastina jîngeha devera xwe, 400 şitilên daran çandin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berî niha hejmarek ciwanên gundê Rajan ê devera Deşta Sîlwana Ormiyê alîkarî li gundê xwe komkirin ji bo 400 şitilên daran li çiyayê derdora gund biçînin. + +Ciwanan piştî berhevkirina alîkariyan, her 400 şitilên darên behî û gûzan Ii çiyayên derdora gundê Rajan çandin. + +Derbarê vê mijarê de, Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê ragihand ku navenda Besîc a li gundê Rajan gef li wan ciwanan xwaribû û ji wan re gotibû ku nabe dar li derdora çiyayên gund bên çandin, bi hênceta ku ";ew dever dikeve sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de";. + +Ciwanên gundê Rajan dibêjin ku armanca wan ji çandina daran ewe ku jîngeha devera xwe biparêzin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradost Azîzî ku roja yekeşmê bi tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û nebûna îqameyê"; hatiye dadgehkirin, heta niha di zindaneke bajarê Silêmaniyê de ye. + +Rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ev nêzîkî 10 salane li Başûrê Kurdistanê dimîne, roja yekeşmê li ser daxwaza dadgehê çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê. + +Biradost Azîzî ev sal û nîve li dadgeheke Silêmaniyê li ser doza ku 2 alîgirên PYDê bi tometa ";teşhîririna PYDê"; li dijî wî vekirine, tê dadgehkirin. Lê ofîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Başûrê Kurdistanê li şûna PYDê ew yek red kir ku wan ti doz li dijî wî rojnamevanî li ti dadgehekê vekiribe. + +Biradost Azîzî ku niha di Zindana Girtin û Veguhestinê (Tesfîrat) ya Silêmaniyê de girtiye, ji Rûdawê re got ";Roja yekşemê ez çûm pêşberê dadgehê û ez matmayî mam ku doza min doza teşhîrkirina PYDê guheriye û bûye doza nebûna îqameyê";. + +Azîzî di navbera salên 2004 û 2009 de di beşa ragihandinê ya zanîngeha Silêmaniyê de dixwend û ji wê demê û heta niha li gelek saziyên ragihandinê Ii Başûrê Kurdistanê kar kiriye. + +Biradost Azîzî ew jî wek bi deh hezaran Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bê îqame ye, ji ber ku ew wek penaber derbas bûne û ji ber rewşeke xirab a ewlekarî û aboriyê reviyane. + +Rojnamevan Biradost Azîzî herwiha got ";Ez jî wek her 250 hezar Kurdên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, bê îqame me, lê ez rojnamevanim û doza ku li dijî min hatiye vekirin, dozeke siyasî ye ne qanûnî ye";. + +Ew rojnamevanê Kurd ku ev 5 rojin di zindanê de ye û aliyên peywendîdar qebûl nakin bi kefalet were azadkirin, dibêje ";Madem ez ji ber nebûna îqameyê hatime girtin, bila min veguhêzin bajarê Hewlêrê, ji ber ev 2 salin ez li Hewlêrê dijîm û ez li saziyeke navdar a rgihandinê kar dikim";. + +Heta niha nediyar e bê Biradost Azîzî dê were azadkirin an jî dê wî veguhêzin bajarê Hewlêrê yan na, lê tiştê diyar ewe ku ew rojnamevanekî Kurd e û ev 5 rojin di zindanê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku heta niha ti rojek ji bo lidarxistina civîna parlamentoyê nehatiye diyarkirin, lê egereke bihêz heye ku heftiya bê bicive. + +Mihemed Sadiq ku serokatiya yekem civîna xula çarem a Parlamentya Kurdistanê kir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku pêwîste aliyên siyasî li hev bikin û rojekê ji bo civîna parlamentoyê diyar bikin. + +Sadiq diyar kir ku egereke bihêz heye ku heftiya bê parlamento bicive. + +Piştî hilbijartina 21ê îlona 2013an, Parlamentoya Kurdistanê bi tenê carekê civiya ye û ji ber ku heta niha her pênc aliyên ku di hilbijartinê de serkeftine derbarê avakirina kabîneya heşetem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev nekirine, parlamento civîna duyem li dar nexistiye. + +Duhok (Rûdaw)- Ev duyem roje li pey hev endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî xendeqa ku di navbera Başûr û Rojavayê Kudistanê tê kolandin xwepêşandanan li dar dixin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo şopandina xwepêşananê çûbû wê deverê, rastî êrîşa bi keviran ji aliyê xwepêşaneran hat. + +Îro bi sedan endam û alîgirên PYDê ku alên PYD, YPGê û wêneyên rêberê PKKê Abdullah Ocalan radikirin, li aliyê Rojavayê Kurdistanê ber bi sînor ve meşiyan. + +Xwepêşanderan druşmên li dijî kolandina wê xendeqê bilind kirin ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin armanca wê xendeqê ewe ku rê li ber karên qaçaxçiyan bê girtin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ser sînor got ku xwepêşanderan bi keviran êrîşî tîma Rûdawê û pêşmgereyên li aliyê Başûrê Kurdistanê kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku hêzên pêşmerge ji bo ku nehêlin xelk derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bibin, gule berdan asman. + +Malperên nêzîkî PYDê gotin ku di xwepêşandana duh a alîgirên PYDê li ser sînor de, ciwanekî bi navê Fadî Tirkî Xidir di lingê xwe de bi guleyê birîndar bû. + + +Şirnex (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê, di doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de 14 kes hatin berdan. + +Îro li dadgeha cezayên giran a Şirnexê, rûniştina doza KCKê hat lidarxistin. + +Ji 38 girtiyên KCKê li Şirnexê, 14 kes hatin berdan ku di nav wan de şaredarê berê yê Şirnexê Remezan sal jî heye. + +Navên kesên ku hatine berdan, wiha ne: Şaredarê berê yê Şirnexê Remezan Uysal, berpirsa berê ya BDPê Fatma Kabul, Dursun Çakır, Ahmet Alınak, Kerem Erkuş, İsmail Erk, Mahut Kaplan, Abdulaziz Bilgi, Cemil Yorgun, Halil Batıbey, İbrahim Ayan, Osman Otun, Sabri Urkmez û Taybet Belge. + +Berdana tohmetbar û girtiyên KCKê piştî wê yekê dest pêkir ku heyama girtina tohmetbaran beriya dayîna biryara dadgehê ji 10 salan daket 5 salan her wiha dadgehên taybet hatin rakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tora Medyayî ya Rûdawê pêkhateya kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî aşkere dike... + +Li gor zaniyariyên ku ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, her pênc partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê yên ku di hilbijartinên havîna par a Parlamentoya Kurdistanê de biser keftine, wê beşdarî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. +Parvekirina wezaretan di navbera her pênc aliyan de bi vî awayî ye: + +Tevgera Gorran: Wezareta Darayî, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: Wezareta Çandiniyê û Wezîrekî Herêmê, + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Rewşenbîrî, Wezareta Avakirinê, Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Tenduristiyê, + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Wezareta ElektIrîkê, Wezareta Karûbarên Civakî û Wezîrê Hemahengiya di navbera Encûmena Wezîran û Parlamentoyê de, + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Wezareta Navxwe, Wezareta Samanên Siruştî, Wezareta Pilandanînê, Wezareta Perwerde û Wezareta Şaredariyê, + +Herwiha Wezareta Dadê dê ji pêkhateya Tirkmanî re be û Wezareta Veguhestin û Gihandinê jî wê ji pêkhateya Aşûrî-Kildanî-Suryanî re be. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê hewl bê dayîn ku Parlamentoya Kurdistanê zû bicive ku serokê wê ji Tevgera Gorran û cîgirê wê ji PDKê be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Bitementirîn kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîrejinek bi navê Şemse Emînî ye ku li navçeya Bane ya parêzgeha Sine dijî. + +Li gorî malpera KurdPa, pîrejina kurd a bi navê Şemse Emînî, ku li gundê Nemeşîrê yê navçeya Bane ya Sine ji dayik bûye, temenê wê 147 sal e ku wek bitementirîn kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn. + +Şemse li ser tenduristiya xwe û temendirêjiya xwe gotiye ku wê her dem xwarinek tendurist û xwemalî xwariye û xwe parastiye. + +Ha zanîn, Şemse Emînî xwedana 5 zarok, 45 nevî, 17 netîce, 7 nevîçirk û 2 nevîre ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî din ê Başûrê Kurdistanê li Sûriyê û di nav komên radîkal ên îslamî de hat kuştin. Malbata wî jî dibêje, kurê wan par berya cejna Remezanê çûbû Sûriyê. + +Birayê xortê başûrî yê bi navê C.A.K ê ku li Sûriyê û di nav komên radîkal de hatiye kuştin, I Rûdawê re axivî û behsa çawaniya çûyîna birayê xwe kir û got, ew li Hewlêrê xwendekarê peymangeha îslamî bû û heta qonaxa pêncem li wir xwendibû û piştî dersê, li mizgeftekê de meletî dikir. + +Li gorî agahiyên birayê wî xortî, birayê wî par beriya cejna Remezanê ji mal derketibû lê nameyek li pey xwe hîştibû û tê de gotibû, ez diçim Sûriyê bo cîhadê. + +Malbata wî xortê Hewlêrî, duh ji aliyê kesekî ve hatin agahdarkirin ku kurê wan ê 18 salî hatiye kuştin. Birayî C.A.K li ser vê yekê got, duh yek ji xortên kurd ên ku niha di nav komên çekdar ên Sûriyê de ye pêwendî bi bavê min kir û jê re got ku birayê min li nêzîkî Helebê hatiye kuştin, helbet destpêkê birîndar bibû paşê jiyana xwe ji dest dabû me jî şîna wî girt. + +Birayê xortê kuştî, da zanîn ku gellek hewl da nehêle birayê wî here Sûriyê lê biser neket çimkî wan ew ";xapandibûn"; û wisa li wan dikin ku êdî qet hizra vegerê nekin. Bi wê yekê wan ditirsînin ku eger vegerên Kurdistanê dê Asayiş lêpirsînê bi wan re bike. + +Yek ji cînarên mala wî xortî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, Asayişê nehîşt ew şîna kurê xwe li mizgeftê bikin ji ber wê jî neçar man li malê merasima şînê saz kirin. + +Lê jêderekî ji Asayşa Hewlêrê ji Rûdawê re got, em qet pêşiya lidarxistina merasima şînê nagirin ji ber ku ev mafekî sade yê her kesî ye û mafê me nîne em vê yekê ji wan bistînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha şoreşê ya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hênceta endamê partiyeke Kurd e, derbarê parêzerê Kurd Mesûd Şemsnijad doz vekir. + +Parêzer Mesûd bi wê yekê tê tometbarkirin ku di rêya têkiliyên xwe yên ligel medyaya biyanî re ";li dijî desthilat û ewlekariya neteweyî tiştên derew belav kiriye û endamê partiyeke Kurd a li dijî komara îslamî ye";. + +Şemsnijad çend caran rastî zext û guvaşan hatiye û herî dawî mafê parêzertiyê jê hat standin. + +Şemsnijad piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî ya li zanîngeha Nazlû ya bajarê Urmiyê, ragihandibû ku ew amade ye parêzertiya dosyeya wê bike, lê piştî çend rojan rayedarên bajarê Ormiyê di nameyekê de ji Şemsnijad re ragihandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar jê hatiye standin û ew nikare parêzertiyê bike. + +Sala borî parêzer Mesûd Şemsnijad ji ber sedemeke nediyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Ormiyê ve hatibû girtin û piştî 34 rojan hatibû berdan. + +Şemsnijad parêzertiya gelek girtiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. + +Berê hatibû ragihandin ku yek ji sedemên girtina Şemsnijad ewe ku ji ber parêzertiya dosyeya wan girtiyan û têkiliya wî bi medyayên dijberî Komara Îslamî ya Îranê re ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê yasayekê ji bo kar û çalakiyên partiyan li Rojavayê Kurdistanê amade dike. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê Kenaan Berekat di daxuyaniyekê de, partî û rêxistinên siyasî û sivîl yên li Rojavayê Kurdistanê agehdar kir ku wezareta wî dê yasayekê ji bo partî û rêxistinên sivîl û siyasî derxîne. + +Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar hatiye kirin ku li benda derketina wê yasayê bin ku wek yasayeke ";hevçerix"; hatiye binavkirin. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê diyar kir ku piştî derketina wê yasayê dê destûr û molet ji bo partiyan bê dayîn. + +Kantona Cizîrê yek ji her sê kantonên rêveberiya xweseriya demokrat e ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + +Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî wê rêveberî û kantonan nebûne û îtîrafê pê nakin. + +Ormiyê (Rûdaw)- Biryar e roja 16ê nîsanê li zanîngeha Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandan were kirin. + +Li gor agahiyên ku navenda bi navê ";Kurmanc"; li zanîngehên Ormiyê belav kirine, wê roja çarşema bê xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bê diyaririn. + +Roja 1ê eha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan Bêntul ya zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin. + +Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû. + +Li gor zaniyariyan, çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn. Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin. + +Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû ";Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû";. + +Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda ";xwe kuştiye";, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe. + +Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ragihand ku asayişa Tirbespiyê di destêka vê heftiyê de 2 hevalên wan li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kudistanê girtin û heta niha ne berdane. + +Endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Asayişa PYDê roja yekşemê 2 hevalên me bi navê Ednan û Xurşîd Îsmalî Remo li Tirbespiyê girtin û piştî ku çend rojan li Tirbespiyê û Qamişlo di zindanê de bûn, niha ew veguhestine zindana bajarê Dêrikê";. + +Îsmaîl diyar kir ku ew nizanin bê her du hevalên wan ji ber çi hatine girtin û got ";Me serdana navenda asayişê li Qamişlo kir, lê wan ti bersiv neda me";. + +Îsmaîl bal kişand ku dibe ku ew her du hevalên wan ji ber rakirina çekên bê ruxset ji aliyê asayişê ve hatibine girtin. + +Ji aliyekî din ve, endamê desteya şopandinê ya TCKê ji Rûdawê re got ku ";asayişa PYDê di 8ê vê mehê de 105 kesên Ereb û 7 kesên Kurd li bajarokê Tirbespiyê girtin û pişt re 107 ji wan berdan";. + +Îsmaîl herwiha got ";Niha ji koma wan 112 kesan bi tenê 5 kesên Kurd li cem asayişê girtî ne û 3 ji wan bi navê Îsa Silêman Xelîl û kurê wî Hemze û herwiha biraziyê wî Sabir Ebdî Xelîl e";. + +Rûdawê telefona asayişa giştî li bajarê Qamişlo kir, lê di bersivê de gotin ku ";ti kesê berpisyar niha li wir nîne û ew nikarin daxuyaniyê bidin";. + +Enqere (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qandlê bi rayedarên KCKê re hevdîtin pêk anî, nameya KCKê radestê wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag kir. + +Wekîlê Koma BDPê Îdrîs Balûken û Pervin Bûldan bi boneya bi rêveberên KCKê re hevdîtinê pêk bînin çûn Qendîlê û duh vegeriyan. + +Balûken û Bûldan piştî bi rayedarên KCKê re hevdîtin pêk anîn nameya ku ji 5 rûpelan pêk dihat wergirtin. + +Endamên şanda BDP û HDPê ku di nav de Perwîn Bûldan Îdrîs Balûken û Cîgirê hevserokê giştî Sirri Sureya Onder heye, bi wezîrê dadê Bekir Bozdag re hevdîtin pêk anîn. + +Îdrîs Balûken ji DÎHAyê re got ku wan nameya KCKê ya ji bo Ocalan hatiye nivîsandin radestê wezîrê dadê kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, 3 xort di nav çemê seyrangeha şêx Torab de xeniqîn. +Berdevkê polîsê parêzgeha Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, bîstekê beriya niha em hatin agahdaririn ku 3 xort li nav ava şêx Torab de xeniqîne. +Şahidekî bûyerê jî ji Rûdawê re got, ew her sê xort li taxa Arî ya bajarê Hewlêrê dijîn û navên wan jî wiha ye: A.M.S sala 1995 ji dayik bûye, R.N.Z sala 1997 ji dayik bûye û M.K.I sala 1998 ji dayik bûye û dema xwestine di nav avê de melewaniyê bikin, xeniqîne. +Li gorî wî şahidî, ew sê xot û hinek hevalên xwe îro danê sibê çûbûn seyranê û ew cihê ku ew xort tê de xeniqîne navê wê Kaniya Cinetê li seyrangeha şêx Torab. +Întro:Piştî Parlementoya Tirkiyê ji betlaneyê derket rewşenbîr li bendê ne ku pêvajoya aştiyê +vegere muzakereyan û gavên ber bi çav werin avêtin +VT +Ji ser pêvajoya aştî û çareseriyê saleke zêdetir derbas bû. Her çiqas hin deman de giran +bimeşe jî êdî di nava fêhma xelkê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de wekî mijareke rewa hate +rûniştin. Ji bo ku pêvajo bi awayeke fermî were meşandin jî pêdiviya rêkûpêk kirinên yasayî û +muzakereyan jî heye. Ocalan di nameya xwe ya Newrozê de jî li ser girîngiya yasayî û +muzakereyan sekinî bû. Pispor jî ji bo dahatûya pêvajoyê muzakere û yasayan girîng dibînin. + +Soundby:Huseyîn Şeyhanlioglû-Pisporê Siyasetê-Akademisyên- Bi qenaeta min AKP wê vî +işi dane ser muzakereyek saxlem, qanuna MÎT jî hate Meclîsê ya diduyan vî hesabî AKP gerek +anayasa çêbike. +Pêvajoya aştî û çareseriyê ne tenê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê eleqeder dike di heman demê +de bala hemû hêzên navnetewî dikişîne û yên ku ji pêvajoyê ne razî jî hene ji ber vê yekê jî +pispor dibêjin pêwîste ku gav zû werin avêtin. + +Mehmet Alkiş: Lêkolîner-Akademîsyên-Ne kurd ne tirk ne dewlet ne PKK nikarın ji vê +prosesê vegerin lê bi çi şeklî dewam bike ne diyar e. Lê belê ez zanim saziyek dikare were +avakirin. Bêçek kirina PKK'ê jî dê were rojeve û muzakere jî pekan e. +Pispor dibêjin eger Ak Partî dixwaze ku di hilbijartinên serokkomariyê ya di tebaxê de pê +were piştgiriya kurdan bistîne pêwîste ku gavên bi dilê wan bavêje. +Natural Voice +Standup: Mahîr Yuksel / Rûdaw/ Amed + +Amed (Rûdaw) - Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê (KURDSÎAD) bi daxwaznameyekê damezrandina xwe ji bo Walîtiya Amedê ragihandi bû lê ji aliyê daxwazî ji aliyê walîtiyê ve hate red kirin. + +Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê ji bo ku dest bi xebatên xwe bike bi awayeke fermî daxwaznameya xwe dabû Walîtiya Amedê. Ev daxwazname ji aliyê walîtiyê ve hate nirxandin û bi hêceta ku li dijî Destûra Tirkiyê ye nehate qebûl kirin. + +Li ser vê yekê, Komeleya Mazlûman a Amedê (Mazlum-Der) bi daxuyaniyekê ev biryar şermezar kir. Rêveberê Komeleyê Reha Ruhavîoglu diyar kir ku mafê ti kes û dewletan tine ye biryareke bi vî rengî bide û wiha got: Em wek Komeleya Pişgirî Bo Mazlûman zanin pirsgirêk ne navê Kurdistanê ye pisrgirek yek tîp kirina gel û mirovan bindest kirina maf û edaleta xwezayî û gerdûni ye ji ber vê yekê çawa bi navê miletên din komele hatine avakirin û ji wan re serbest û hiqûqiye eynî maf ji kurdan re jî rewa ye. + +Damezrênerên Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê jî li dijî vê biryarê bertek nîşan dan û gotin, ev mafê wan yê mirovî ye. Ewê ti carî ji rêya xwe venegerin. + +Yek ji damezirênerên KURDSÎADê bi navê Îmam Taşciger got: Emê bi vî navî xebata xwe bibin serî û em dixwazin navê Kurdistanê were qebûlkirin. + +Li gorî qanûnên Tirkiyê, bikaranîna peyva Kurdistanê tê wateya pereçkirina dewleta Tirkiyê û wek sûcekî giran tê hesibandin. + +سهرۆکوهزیرێ ترکیێ ڕهجهب تایب ئهردۆگان پشتی پرانیا ئهنجامێن هلبژارتنا شارهداریێ دهرکهتن، دیار کر کو، ئهندامێن جهمائاتێ پشتی ئهنجامێن هلبژارتنێ دیتن، ئێدی پێل ب پێل ژ ترکیێ درهڤن، گهلهک ڕهڤیان و یێن مایی ژی ل ڕیا ڕهڤێ دگهرن، لێ ئهوێ ههموو ڕێخستنێن وان د ناڤ ههموو سازی و دهزگههێن دهولهتێ تێک ببه. +ل گۆر ئاگاهیێن مهدیا ترکیێ فهتهولا گولهن ڕێنمایهک ڕێکریه ژ ههموو ئهندامێن جهمائاتێ ڕه، چ کارساز،ئوو چ ژی بازرگان، و ژ وان خوهستیه کو پهره و سهرمایێن خوه دهرخینن دهرڤهیی ترکیێ، ژ بهر کو ئهردۆگان وێ ئۆپهرهسیۆنان ل دژی وان لدار بخه و ههموو تشت تێخه بن کۆنترۆلا هکوومهتێ ده. +هات ڕاگهاندن کو گرۆپ کۆمپانیێن کۆزا ئالتن یا کو د دهرخستن و چێکرنا زێران ده کار دکه، و خوهدیێ وێ ئاکıن ئیپهکه کو سهر ب جهمائاتێ ڤه تێ ناسکرن، بهری هلبژارتنێ ب دهمهکی کورت سهرمایێن خوه ژ سهدی ۷۰ کێم کر، و پشتره پهرهیێن خوه ڤهگوهازت بانکایێن ڕۆژاڤا، و ههروها ناڤهندا شیرکهتێ ژی ڤهگوهازت و ب ناڤێ کۆزا و ب سهرمایا ۷۰ ملیۆن سترلینی ل لۆندۆن پهیتهختا ئینگیلتهرایێ ده ڤهکر، و پرانیا شیرکهتێن پێڤه گرێدایی ژی ڤهگوهازتن ئافریقیا ،ئهمهریکا، کانادا و ئینگیلتهرێ. +ههروهها ئهندام و کارسازێن جهمائاتێ ژی پشتی ئۆپهرهسیۆنا ۱۷ کانوونێ یا ل دژی هکوومهتێ کو پهرهیێن خوه ڤهدگوهازتن بانکا ئاسیابانک یا ترکیێ، ئێدی پشتی هلبژارتنێ و سهرکهفتنا ئاکهپێ، پهرهیێن خوه ڤهدگوهێزن بانکێن دهولهتا قهتهرێ. +ل گۆر گهلهک چاڤدێران ئهندامێن جهمائاتێ، د ڕیا شیرکهتا پهگاسوس یا کارووبارێن ئهزمانی و بالهفران، دچن دهرڤهیی ترکیێ، و دهستپێکێ دچن وان وهلاتێن وهکو بولگارستان، بۆسنههرسێک و ئازاربیجان کو ڤیزهیا ترکیێ ژێره پێویست ناکه، و ژ وێدهرێ ژی دچن وهلاتێن ڕۆژاڤا و ئهمهریکایێ. +ڕایهدارێن هکوومهتا ئاکهپێ دبێژن، پێویسته ڕۆژهک بهرێ ئۆپهرهسیۆنێن مهزن ل دژی ئهندامێن جهمائاتا فهتهولا گولهن بێ کرن، ژ بهر کو پرانیا کهسێن وان یێن کارساز، بازرگان، سیاسهتمهدار، ئهندامێن ڕێخستن یێن د ناڤ دهولهتێ ده درهڤن، یێ کو نکاره برهڤه ژی ژ نها ده ههموو ئیسبات و دهلیلان خراب دکن و تێک دبن، و ئهگهر ئهو ئۆپهرهسیۆن دهرهنگ بمینن وێ هکوومهتێ نکاربه، ڕێخستنێن وان د ناڤ سازی و دهزگههێن دهولهتێ ده ئاشکهره بکه و تێک بده، و وێ ئهو دهولهتا د ناڤ دهولهتێ ده بمینه، دبه کو نها خوه ڤهشیرن، لێ وێ د دهمێ بێ خوهستن ده، دیسا ب ههموو هێزێن خوه دهرکهڤن مهیدانێ. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê avêt stûyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û got, dujmin dixwazin me perçe bikin. Mulim her wihia îdia kir k Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) jî ";bi zorê"; hatiye avakirin. +Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser mijara kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji DÎHA’yê re axivî. + +Li ser helwesta PYD’ê ya derbarê kolandina xendeqan Salih Muslim wiha got: ";Helwesta me wekî ya tevayî gelê Kurdistanê ye û hemû jî bi vê yekê ne keyfxweş in. Belkî dujmin dixwaze me ji hev parçe bike, lê em hêvîdar in ku ev tişt çênebin. Kesê ku şaşitiyan bike, gel wan efû nake û divê rêzê li gel û vîna gelê Kurdistanê re bigirin."; +Salih Muslim, kolandina xendeqan avêt stûyê PDKê û got, me dixwest rewş wiha nebe ji ber ku me yekitiya gel dixwest lê birastî ez ti wateyê nadim van êrişên PDKê yên li dijî gelê me li Rojava, çimkî kolandina xendeqan karekî rast nîne û divê PDK pişta gelê Rojava bigire. + +Hevserokê PYD'ê da zanîn ku heta niha gelê Başûr li hemberî kolandina xendeqan helwesta xwe nîşan nedaye û wiha pêde çû: "Heta niha gelê me yê li başûr helwesta xwe li hemberî vê yekê nîşan nedaye. Dibe ku hinek partiyan dengê xwe derxistibin, ger PDK bi vî awayî di êrişên xwe yên li hemberî Rojava de berdewam bike; divê gelê başûr li hember vê, dengê xwe bilind bike. Pêwîste dest ji vê yekê were berdan." + +Salih Muslim li ser avabûna Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) de jî wiha got: "Ev partî pir bi zorê hat avakirin û bi weşandina dolaran hatiye avakirin. Ango tiştek di bin vê yekê de heye, ev jî nêzîkatiyekî şaş e. Em dixwazin gelê me bi hev re û bi yekitiyekî xurt li hemberî neyarên xwe rawestin, nekû bi dolaran û fermanan bibin yek. Yekîtiya ku heta niha çêbûyî, tiştên wiha di nav de tine ne. Lê ev ji gel dûr ketine û ne di xema gel de ne. Gelê Rojava dîroka xwe ji nû ve dinivîsîne û ew jî ji vê yekê dûr in. Dixwazin keda gel bidizin an jî dixwazin xwedî li tiştekê derbikevin ku neyê wan be." + +Muslim bang li PDK-S'ê kir û wiha got: "Pêşniyara min ji wan re ew e ku ligel gelê xwe yek bin û xwe nêzîkî gel bikin. Mirov bi helwesta wan nagihe ti cihekê. Ango bi pere, dolar û çekên xwe fermanên xwe li ser gel ferz bike. Li Rojava sîstemek tê avakirin û me dixwest ew jî parçeyek ji wê sîstemê bin. Di nava wê sîstemê de partî û azadî jî heye. Yasayên kantonan tên avakirin, her kes dikare bi ciwanî nêrînên xwe bîne ziman. Pêşiya wan jî nehatiye girtin û em hêvîdar in ew jî para xwe ji demokrasiya li Rojava heye bigirin." + +Hevserokê PYD'ê bal kişand ser armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û got: "Başûrê Kurdistanê welatê me ye. Em ji bo hinek hevdîtinan hatin û me serdana xebatkarên xwe yên li vir jî kir. Karê me li çi cihekî welatê me hebe, emê biçin." + +Derbarê hevdîtinên ligel Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yên li Silêmaniyê jî Salih Mûslim ev agahdarî dan: "Hevdîtinên me yên ligel YNK'ê dostanî bûn. Me li ser rewşa ku gelê me di nav re derbas dibe, nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Em bi her awayî jî piştgiriyê dixwazin. Di qada navneteweyî de ezmûnên YNK'ê hene û ji yên PYD'ê zêdetir in. Ji bo em bikarin sûdê ji ezmûnên wan jî wergirin. Nêrînên wan jî di vê çarçoveyê de bûn." + +Li ser pirsa 'Di wan hevdîtinan de YNK'ê ti helwestek li ser kolandina xendeqan nîşan neda?' hevserokê PYD'ê wiha got: "Me li ser vê mijarê neaxivî. Lê helwestên YNK, Tevgera Goran û PÇDK'ê li dijî vê yekê ne. Ez di wê baweriyê de me hinek çalakiyan bi hev re organize dikin." + +Hevserokê PYD'ê Salih Mûslim li ser pirsa 'Ti hevdîtinên we ligel PDK an jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çênabin?' wiha got: "Ti hevdîtinên me çênebûne. Di bernameya me de tine ye em hevdîtinek wiha çêkin." + + +Pîranşar (Rûdaw) – Malbatên zarokên mexdûr ên şewata dibistanê ya gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê ji Wezîrê Perwerde yê Îranê dixwazin bixwe li pey pirsgirêkên wan biçe. +Du sal bi ser bûyera şewata dibistana seretayî ya keçan li gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha zarokên ku di bûyerê de şewitîbûn, ne bi tevahî hatine dermankirin û ne jî hatine qerebûkirin, ev jî bûye sebeba nerazîbûn û xemgîniya malbat û zarokan. +Malbatên zarokên mexdûr gilî û gazinde ji rayedarên wezareta perwerde ya Îranê dikin û dibêjin, wezareta perwerdê guh nade zarokên wan û pirsgirêk û mafên wan ji ber wê jî divê wezîrê perwerdê bixwe li pey van arîşeyan here. +Wezîrê berê yê perwerdeya Îranê Hemîdriza Hacî Babayî, soz dabû ku hemû pêdiviyên zarokên mexdûr ên gundê Şînawê dabîn bike lê li gorî agahiyên bavê yek ji wan keçên mexdûr, ji ber zarokên mexdûr keç in bi tevahî nayên qerebûkirin. +Li gorî agahiyên wî, divê Bîmeya Îranê 345 milyon tûmen (nêzîkî 120 hezar dolar) bide wan zarokan lê ji wan re gotine ku ew pere bûye 136 milyon tûmen (nêzîkî 50 hezar dolar). +Li gorî agahiyên malbatan, wan di nameyekê de nerazîbûna xwe ji vê yekê ji wezîr re şandine lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn. +Bavê keçek din da zanîn, pijîşk naxwazin zarokên wan neştergerî bikin. +Nûnerê Pîranşarê li Parlamentoya Îranê Resûl Xizrî, da zanîn, pişka qerebû ya zarokên mexdûr ên Şînawê li nav hesabê wan ên bankê de ye lê heta temenê wan nebe 18 sal nikarin wî pereyî werbigrin û diyar kir ku heta niha zêdetirî 21 milyar tûmen bûye xercên dermankirina wan zarokan. +Roja 5ê Kanûna 2012an li gundê Şînawê yê girêdayî Pîranşarê, di encama teqîna sobeya dibistana keçan de, 2 zarokên keç mirin û 29 keç jî birîndar bûn. + +Qoser (Rûdaw) - Hevşaredarê navçeya Qoserê ya Mêrdînê Îsmail Asî, li odeya xwe ya kar a şaredariyê rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû. +Îro Hevşaredarê Qoserê Îsmîl Asî li odeya xwe ya kar a Şaredariya ji aliyê du kesan ve rastî êrîşa çekdarî hat. +Li gor agahiyan, du kesên ku bi armanca ziyaretê çûbûn şaredariyê ketine odeya Asî û bi çekan êrîş kirine, di encama êrîşê de Asî, ji her du lingên xwe birîndar bû. + +Yek ji êrîşkaran ku ji aliyê gel ve hat girtin, ê din reviya. Polîsên ku hatin cihê bûyerê êrîşkarê ji aliyê gel ve hat girtin birin Asayişa Qoserê. + +Piştî bûyer gellek kes li ber avahiya şaredariyê kom bû. + + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Bismilê ya Amedê keçeke 14 salî rastî destdirêjiyê hat, ji ber vê yekê 9 kes hatin girtin. +keça 14 salî ya bi navê B.V. a xwendekara Dibistana Tepe Bucagi ya bajaroka Tepe ya Bismilê rastî destdirêjiyê hat. +Li gor agahiyan, B.V. ku pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn, piştî ku malbatê ew birin cem doktorê derûnî anî ziman ku rastî destdirêjiyê hatiye. +Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 19 xwendekarên ku navê wan di bûyerê de derbas dibin, hatin desteserkirin. +Xwendekarên ku li Fermandariya Qereqola Tepe û Bismil îfadeya wan hat wergirtin, sewqî Dozgeriya Bismilê hatin kirin. +Li dozgeriyê 10 zarok hatin berdan û 9 zarok jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Zarokan a Amedê hatin kirin. + +Hat ragihandin ku zaroka k rastî destdirêjiyê hatiye û dayika wê jî desteser kirine. + +bûhara îsal buhark momeîz ji buharin buhurî ku şînkayek xweş û rewşa sehayê ya normal bi ser milet de hatye û ew ji alyê xweve karê xwe dikin û dest bi seyrana kirne û li ser wê şînkayê kol û derdin xwe ji bîrdikin û bihna xwe derdixînn +buhara erebî ya ku di sala 2011 dest pê kir weko navek li şoreşê li dijî hiêomatê diktator lê li ser suryê buharek eşk bu têde bi sedê hezara kuçberbon û bi dehê hezara jiyana xwe ji dest dan û weko wan bê mal man û milet xweşbona buharî ji bîr kirin ta ku helkeftinan pê bikin +di piştî şoreşa surî û kirîza surî ya ku li ser milet de derbasbo ti derfet nedaye vî miletî û buharî bibîne û kêf xweşbibe bi buharê +bi nêzî 14 sal buhark bi vî rengî li ser rojava nehatye bi sedema kêmbona barana ku şînkayek xweş û gulin geş erdê di xemilînn +em ji bo zarokê xwe derketinn ev buhara xweş ji destê me derketinn her sal em derdiketin mentîqê dor endîwar kef hebo best hebo yanî em ji bo kêfê di çon +welatyên kurd yê bajarê amûdê dest bi seyrana kirin û sozan didin ku her în dakevin van çola û rewşa xwe xweşbikin û bihna xwe li ser vê şînkayê derxînn +em derketine buharî ji ber buhara cezîrê pir xweşe ez ji turkyê hatime ji ber buhara me pir xweşe û enşala her sala em derkevin û xwedê ferecê li ser miletê me teva bike +buhara xweş buhara reş buhara xwnav dibare em hatine buharî û ew xwnav em bihêvîne wê bi ser mede bê û xweşî bi ser mede bîne +demsala buharî demek xweş ji salê ku rewşa sehayê nurmal dibe ne germ û ne cemdî û dirêj bona şînkayê dighê astekê baş û bihna ba û nerîna wê şînkayê dibe weko derman li ser sîkolojya mirovan + + +Pîşesaziya petrolê li navçeya Rimêlanê li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ber bi rawestana bi tevayî diçe. Çend rafîner hatin dirustkirin, lê berhemên wan rafîneran bi zehmetî daxwaza hundirû tijî dikin, lewma niha niştecihên vê navçeyê berê xwe dane alternatîveke din. +Melkê Henna Xiristiyanekî sûrî ye, berpirsê deranîna petrolê ye li navçeya Rimêlan a dewlemend bi petrolê. Niha ew zeviyên petrolê di bin kontrola hikûmeta otonom ya kurdî de ne, bi navê hikûmeta Kantona Cizîrê, ku ji aliyê PYDya ser bi PKKê ve hatiye damezirandin. +Tevî ku Henna û hemû karmendên din li gor biryar û raspardeyên berpirsên Kantona Cizîrê tevdigerin, lê hêj mûçeyên xwe ji Şamê werdigirin. Henna dibêje: "Pêwîstiya me bi kesên şareza heye heta vê derê birêvebibin." +Berê, berî ku boriyên petrolê bi sedema şer û pevçûnê têk herin, petrola Rimêlan bo rafînerên Hims û Banyasê dihate şandin. Lê niha enbarên petrolê li Cizîrê demeke dûr û dirêj tijî mane. Henna herwiha ji Rûdawê re got: "Yek ji kêşeyan ewe ku dema alavên me dişikin, em nikarin wan çak bikin. Ev jî ji ber ku em nikarin ti parçeyekî yedeg peyda bikin." +Ji tevaya 1350 bîrên petrolê ku li navçeya Rimêlanê hene, niha tenê 30 ji wan bîran kar dikin û petrol jê tê derxistin. Beriya şer karîna berhemanîna rojane ji van bîrên petrolê 180 hezar bermîl petrol bû, lê heta niha êdî asta berhemanînê heta 10 hezar bermîl di rojekê de daketiye. +Petrolê bi kelandinê rafîner dikin +Li navçeya Rimêlanê û li gundên erebnişîn yên weke gundê Girhok û Elî Axa, petrol bi rêyeke din tê rafînerkirin. Li wê derê karker bermîla petrolê datînin ser agir û petrola xav germ dikin, heta tûyekî gaz û benzînê bi ser dikeve û piştre dikin deboyê yan şûşeyên plastîkî. +Bandoreke xirab a vî awayê berhemanîna petrolê li ser jîngeh û tendirustiya karkeran heye. Karker bi dirêjiya rojê keldûman û hilma petrolê dikişînin. Ji bilî paçekî ku li dora devê xwe datînin, ti awayekî din ê xweparastinê bikarnayînin. Ev ji bilî ku her demjimêrê metirsiya wê yekê heye ku bermîl biteqin. + + +Dihok (Rûdaw)- Kampa Domîz ku di sala 2011an de bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, ew kamp dikeve sînorê parêzgeha Dihokê, niha jî rêveberiya kampê birayr daye ku hejmarek ji penaberan ji nav kampê derxe û wan veguheze kampeke din, bi hênceta zêdebûna hejmara penaberan di nava kampê de. + +Li gor gotinên rêveberiya kampê, niha bêtir ji 100 hezar penaberî di nava Kampa Domîzê de dijîn, rêveberiya kampê jî birayr daye 400 penaberî bo Kampa Gwêlan veguheze, lê ew penaber nerazîbûna xwe li himberê vê birayrê tînin ziman. + +Hin ji wan penaberan ev du sal bûn ku li nava kampê dijiyan bêyî ku mora sor li ser foramên wan bê lêdan, lê piştî ku jiyana hevjîniyê pêk anîn rêveberiya kampê formên wan bi mora sor, mor kirin. + +Rêveberê Kampa Domîzê diyar dike ku ji destpêkê de her yek ji penaberan soznameyek îmze kirine ku her dema pêwîst bû dê ji kampê bên veguhestin, di nav wan de 60 bûk û zava jî hene. + +L i gorî biryara rêveberiya Kampa Domîzê, her kesê ku piştî meha Tebaxê par hatine nava kampê, dê bo Kampûa Gwêlanê bên veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de divê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û got, eger pêwîst bike emê bibin navbeyinkar jî. + +Tora înglîzî ya BBC bi Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevpeyvînek encam da. Di hevpeyvînê de ku Felah Mistefa wek ";wezîrê derve"; hatiye nasandin, Mistefa li ser rewşa pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyên girîng da. + +";Wezîrê Derve"; yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê gerlayên PKKê yên li Qendîlê dakevin û kêşeya hebûna PKKê were çareserkirin çimkî li cihê ku aştî hebe nabe çek hebe. + +Felah Mistefa anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştevaniya pêvajoya aştiyê kiriye û di wê baweriyê de ye ku bi çêbûna aştiyê herêm dê aram û bi ewle bibe. + +Li gorî Mistefa, divê her du aliyên pirsa kurd li Tirkiyê bi sebr tevbigerin û tiştên ku îmkana pêkanîna wan tine, neyên xwestin û gotin, çimkî pirsa kurd dê bi têgihîştina rêber û rayedarên her du aliyan were çareserkirin. + +Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê derheqê navbeyinkariya Herêma Kurdistanê di berdana çekan ji aliyê PKKê de jî ragihand, hikûmeta Tirkiyê baştir dizane dê çi bike û heta ev pêvajo bidome dê baştir bizane ka çi pêwîst e û wiha got: ";Eger ji me tiştek were xwestin û ji bo çêbûna aştiyê di navbera birayên kurd û tirk de çi pêwîst be em amade ne."; + +Felah Mistefa destnîşan kir ku derxistina lêborîna giştî li Tirkiyê zerûrî ye ji ber ku divê mirovên han derbasî nav siyasetê bibin û divê deriyek ji wan re were vekirin, bi vî awayî pêwendî dê ber bi normalbûnê ve biçin. + +Li gorî BBC, di mijara rêveberiya demkî ya li Rojavayê Kurdistanê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî Enqerê ye, ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rêveberiya xweser a ku li Rojava ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, rexne kiribû, herî dawî jî li ser sînorê Rojava xendeq tê kolandin û ev jî bûye sedema nerazîbûnê. + +";Wezîrê Derve"; yê Herêma Kurdistanê li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr got, ew xendeq ji bo astengkirina çekdarên komên radîkal ên mîna DAIŞ, El Nusra û El Qaîde her wiha qaçaxçiyan tê lêdan. + +Felah Mistefa da zanîn ku deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr ji alîkariyên mirovî re vekirî ye û wiha axivî: ";Her çiqas nakokiyên me bi PYDê re hebin jî lê dîsa em sînor bi ser mirovên xwe yên li Sûriyê de nagirin."; + +Mistefa rexne li PYDê girt û got PYDê li Rojava siyaseta xistiye bin kontrola xwe û mafê axaftinê nade yên din. Em dixwazin hemû kurd bên ba hev û bi hev re kar bikin."; + +Berpirsê Pêwendiyên Derve li ser beşên din ên Kurdistanê jî got, me li Kurdistana Iraqê ji bo bidestxistina armanc û hêviyên xwe, Iraqa federal hilbijartiye û divê kurdên din jî bi hikûmeta navendî ya welatên ku tê de dijîn, li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe li hev bikin. + +Li ser dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê jî Felah Mistefa got, hedefa me ya dewleta kurdî her heye û di cihê xwe de ye lê ya girîng dem û çawaniya avakirina wê ye lê vê gavê ev tişt ne di rojevê de ye. + +Di bersiva vê pirsê de ku gelo niyeta we heye bi kurdên Sûriyê re dewletek kurdî ava bikin? jî Mistefa wiha got: ";Niyeteke me ya wisa nîne. Ez derbarê kurdên Iraqê diaxifim. Kurdên Sûriyê divê li nav Sûriyê û bi hêzên opozîsyona wî welatî re biryar bidin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) êrîşî gundên Kurdan li devera Babê li Bakurê rojhilatê Helebê li ser sînorê Tirkiyê kirin. + +Çalakvan Kurd Zana el-Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî kontrolkirina gundê Şidûdê li devera Babê, DAÎŞê 200 çekdar û 3 tank ji devera Babê derbasî nav gund kirin. + +El-Kurdî da zanîn ku çekdarên DAÎŞê rê nadin gundiyan ku li gundê xwe vegerin, herwha ji kesên li gund mane jî dixwaze ku gund bi cî bihêlin ji ber ku ew weke devereke leşkerî ragihandine. + +El-Kurdî aşkere kir ku DAÎŞê bi çekên giran derdora gundê Şidûdê topbaran dike û gefê li gundên Kurd ên wek Ebla, Til Nane, Diwêr el-Hewa û Til Cîcanê jî dixwe. + +Derbarê hêzên leşkerî yên Kurd de, çalakvanê Kurd tekez kir ku ti hêzên Kurd ên serbixwe bi rastî li deverê tine ne û tenê hinek şervanên Kurd di nava Artêşa Azad de şer dikin. + +Çalakvanê Kurd diyar kir ku DAÎŞ dixwaze ji devera Babê êrîşî Bajarê Ezazê yê sînorî bike û Cebhet el-Nusra, Artêşa Azad û Ceyiş el-Mucahidîn odeyeke operasyonên hevbeş bi navê Ehil el-Şam ava kirine û şer li dijî DAÎŞê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana aliyên Aşûrî û Kildanî kir. + +Nêçîrvan Barzanî îro sibehê gihişte avahiya komeleya rewşenbîrî ya kildanî li bajarokê Enkawe yê ser bi Hewlêrê ve û ligel aliyên Kildan û Aşûrî civiya. + +Di civînê de wê her du alî derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmetê de de gotûbêjan bikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmena gel a kildanî û aşûrî wê posta aliyên aşûrî di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigire. + +Hewlê (Rûdaw)- Îro dora saet 11.55 deqe bi dema Hewlêrê, erdhejek li bajarê Silêmaniyê û derdora wê pêkhat bê ku ti ziyanên wê yên canî û madî hebin. + +Rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê li Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku erdhej bi dûriya 15 km li navenda erdheja bajarê Silêmaniyê pêk hat. + +Îbrahîm diyar kir ku erdhej bi tundiya 3.3 li ser pîvera Rexterê bû û ti ziyaneke wê nebû û xelk jî pê nehesiya. + +Duh înê jî erdhejek li bajarê Silêmaniyê pêkhat û li gor rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê ti ziyaneke wê nebû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzgarê bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Eyiyob Tepe ragihand ku gumanbarê doza kuştina zarokê 9 salî Mert Aydin ji hemwelatiyên Qersê ye. + +Tepe di kongreyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku gumanbarê ku bi tometa kuştina Mert Aydin hatiye girtin, navê wî Aykut Bale û jidaîkbûna bajarê Qersê 1991e û herçend ne xizmê malbata Mert Aydine, lê ji nasên wan e. + +Parêzgarê Qersê destnîşan kir ku ew kes berê ji bo mijarên diziyê hatibû girtin. + +Mert Aydin roja 7 nîsanê ji mal derketibû û wendabûbû û roja 8ê nîsanê kuştî hat dîtin, lê li gor raporta lêkolîna bijîîşkiya dadweriyê, destdirêjî li Mert hatiye kirin û pişt re ew hatiye kuştin. + +Amed (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya Amedê û hevseroka BDPê Gultan Kişanak ragihand ku pêwsîte hikûmeta Tirkiyê ji hemû dahatên aborî û enerjiya Amedê û bi taybetî ji petrolê, bide desthilatên herêmî û şaredariya Amedê. + +Kişanak di hevpeyvîne xwe bi çapemeniyê re diyar kir ku ew xweseriya ku di hilbijartinê de behs dikirin ji sala 2007an de projeya wê amade kirine û bi raya giştî re par vekirine û nêzîkî sîstema kontonên Rojavayê Kurdistanê ye. + +Gultan Kişanan destnîşan kir ku wan di şaredariyê de niha komîteyên têkildarî rêvebirna karên, aborî, ziman, perwerde, çand û xizmetguzariyê ava dikin û di demeke nêzîk de wê têkevin pratîkê. + +Hevseroka şaredariya Amedê herwiha got ku eger hikûmet derfetê bide wan, ewê di pratîkê de piştgiriya herî baş ji pêvajoya aştî û çareseriyê re bikin. + +Gultan Kişanak di hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê de bû hevseroka şaredariya Amedê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji roja pêncşemê de deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Rojava de girtiye û kes nikare derbas bibe, rêvberê deriyê Sêmalka jî dibêje ku vekirine derî bi rawestandina karên kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojava ve girêdayî ye. + +Rêveberê deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê kantona Cizîrê de ye, ji roja pêncşemê saet 1ê piştî nîvro de derî ji aliyê xwe ve girtiye, lê aliyê Başûr derî her vekiriye û nayê girtin. + +Bi gotina Berbuharî, zêdetirî 100 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li bendê ne derbasî Rojava bibin, lê rêveberên derî li aliyê din rê nadin kes derbas bibe. + +Derbarê vê pirsê de rêveberê deriyê Sêmalka li aliyê Rojava Mistefa Ebdilezîz ji Rûdawê re got ku ";wan ti biryarek nedaye ku derî bê girtin, lê karmendên ku di rêveberiyê de kar dikin, ji roja pêncşemê piştî nîvro de ketine girevê û kar nakin";. + +Ebdilezîz diyar kir ku ";gireva karmendên rêveberiya heta ku kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê berewam be";. + +Xendeqa ku karmendên rêveberiyê ji ber wê ketine girevê, ev çend rojin li aliyê Başûr tê kolandin û tevî ku berpirsên Başûrê Kurdistanê tekîd dikin ku armanca xendeqê ewe ku ";rê li ber derbasbûna qaçaxçî û terorîstan bê girtin";, lê berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku niha li Rojava desthilatdar e, dibêjin ";ew xendeq ji bo perçekirinê ye";. Alîgirên wê partiyê jî ev çend rojin xwpêşandanan li ser sînor li dijî kolandina xendeqê li dar dixin. + +Rêveberê deriyê Sêmalka tekîd dike ku vekirina derî bi rawestandina kolandina wê xendeqê ve girêdayî ye û heta ev yek pêk neyê karmendên rêveberiyê gireva xwe bi dawî nayênin û karên xwe jî wê destpê nekin. +Deriyê Sêmalka ku di sibata 2012an de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin, di destpêka de ji aliyê komîteyên hevbeş yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve dihat birêvebirin, lê piştî ragihandina xweseriya demokratîk û avakirina hikûmeta kantona Cizîrê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve, derî ket bin rêvberiya kantonê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Kurd ê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradost Azîzî ku ev heftiyeke di zindaneke bajarê Silêmaniyê de girtiye, wê sibê yekşemê li pêşberê dadgehê amade bibe. + +Rojnamevan Biradost Azîzî ji nav zindana girtin û veguhestinê ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku biryar e sibê yekşemê li pêşberê dadgehê amade bibe. + +Biradost ku ev nêzîkî sal û nîvê ye li ser tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)"; doz li dijî wî hatibû vekirin, niha bi doza ku ";di sala 2004an de bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û bê îqame ye"; tê dadgehkirin. + +Rjnamevan Biradost Azîzî diyar kir ku ew jî wek bi sedan hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna belgeyên fermî li Sûriyê, bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. + +Biradost Azîzî ku nêzîkî 4 salan li zanîngeha Silêmaniyê dixwend, ev nêzîkî 2 salan e li bajarê Hewlêrê dijî û ji ber vê yekê xwestiye ku doza wî ya nebûna îqameyê ji Silêmaniyê bo Hewlêrê bê veguhestin. + +Rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî got ku ";biryar e sibê yekşemê ew û doza wî bo Hewlêrê bên veguhestin";. + + +Amed (Rûdaw) – Gundiyên gundê Fîdela yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, dibêjin, ev 40 sal in li gundê wan petrol tê derxistin, ne tenê jê sûdmend nabin belkî ev 40 sal in jiyana li ber wan kiriye jehir. + +Yek ji xalên hevbeş yên hemû beşên Kurdistanê ew e ku dewlemendiyên sererd û binerdên Kurdistanê ne tenê nebûne çavkaniyê xêr û bereketê lê bûne sedema bindestî û zilma li dijî kurdan jî. + +Ev rewş li Bakûrê Kurdistanê û li gundê Fîdela yê Sûra Amedê jî bi şêwazekî didome. Çimkî li gundê Fîdelayê ev 40 sal in dewleta Tirkiyê bîrên bi navê Katîn, Barbeş, Kurkan û Pianko û gellek bîrên din lê daye û firotiye şîrketên biyanî. + +Petrola van bîran li devera bi navê Pirinçlikê tê imbarkirin û bo bajarên Îskenderûn û Hatayê li Rojavayê Tirkiyê tên şandin û ji wir jî bo derve tê hinartin. + +Gundiyên gundê Fîdela dibêjin, dema bîra petrolê li gundê wan hat lêdan erd û zeviyên wan hat dagîrkirin û heta niha gellek zirar dîtine. + +Li herêmê, yekemîn bîra petrolê sala 1960 ji aliyê şîrketa bi naê Shell ve hat lêdan lê sala 1995 şîrketa Shll ew bîr radestî şîrketa bi navê Perenco kir û ji Tirkiyê derket. + +Gundiyê bi naê Mihemed Çetînkaya li ser rewşê axivî û diyar kir, ew ji ber petrol û bîrên petrolê neçar dimînin pez û dewarên xwe dibin deverên din diçêrînin û av didin ji ber ku gundê wan ji ber petrolê êdî kêr nayê û ajelên wan pê jehrî dibin û telef dibin û wiha got: ";Li ber çavên me mafên me yên herî pîroz binpê dikin û xaka me dagîr dikin."; + +Gundiyê bi navê Fexredîn Aksoy jî got, li dijî wan şîrketan doz vekirine lê ti encamek nedaye û da zanîn, li hember vê zirara mezin dixwazin li hember her donum erd tenê 70 lîre (nêzîkî 40 dolar) bidin, di demekî de ku gellek zirar li me ketiye. + +Gundiyên Fîdela dibêjin, heta niha gellek caran ji ber vê yekê li Serdozgeriya Amedê li dijî wan şîrketan doz vekirine lê ligel ku di raporê de serdozgeriyê de hatiye gotin ku petrol zirarê dide jîngeha gund lê biryara neşopandinê hat dayîn lê qet dest ji vê têkoşînê bernadin û dê li pey mafên xwe herin. + +Seqiz (Rûdaw) – Li bajarê Seqiz ê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, zarokekî 12 salî di ";lîstoka sêdarê"; de fetisî û can da. + +Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber zêdebûna bidarvekirinê bi taybet bidarvekirina kurdan, bidarvekirin bûye mijara lîstok û henekên zarokan jî. + +Li gorî malpera Kurdpa, duh li gundê Xaneq yê girêdayî bajarê Seqizê, komek zarokên gund ji xwe re lîstokan sêdarê dilîstin. + +Li gorî nûçeyê, di lîstikê de zarokê bi navê Mîlad Rencberî yê 12 salî kindirek xistibû stûyê xwe û xwe bidarve kiribû lê Mîlad nedizanî henek bi kindir û darê re nayê kirin ji ber wê jî wê lîstokê serê wî xwar. + +Meha Sibata îsal jî, li gundê Kilaşê yê girêdayî navçeya Ciwanro ya Kirmaşanê zarokekî 8 salî di lîstoka sêdarê de can dabû. + +Li Îranê dema gunehbarek li ber çavên xelkê tê bidarvekirin, zarok jî dibin şahidê vê bûyera hovane ya rêjîma îslamî. + +Li gorî pisporên derûnî û civakî, ev kirdara hikûmeta Îranê dibe sebeba zêdebûna tundiyê û karîgeriyek gellek xirab li ser derûniya civakê bi taybet zarokan dike. + +Amed (Rûdaw) – Di çarçoveya doza KCKê de li Amedê, 48 girtiyên kurd hatin berdan û 54 girtî jî man. + +Dadgeha 2. a cezayên giran a Amedê, îro li ser daxwaza parêzerên girtiyên KCKê biryara berdana 48 girtiyan da. + +Ji doza KCKê ya Amedê ku wek doza serekî ya KCKê jî tê binavkirin, 92 kes dihatin girtin, di nav wan de parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle jî heye. + +Hat zanîn, dê îşev girtiyên KCKê ji zîndanê derbikevin. + +Girtiyên doza KCKê ya Amedê roja 14ê Nîsana 2009an de û di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibûn girtin. + +Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, benzînxaneyek agir pê ket û teqiya. + +Îro saet 18.30, ji ber pirsgirêka elektirîkê agir bi jeneratora benzînxaneya Mele Hacî ya li taxa Cimaayê ya Qamişlo ket. + +Agir piştî çend saetan bi alavên vemirandinê yên benzînxaneyê hate vemirandin. Di encamê de ziyana madî çêbû. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, imbara benzînxanê neteqiyaye û niha hêzên asayişê rewş xistine bin kontrola xwe. + +her wiha peyamnêrê Rûdawê da zanîn, di bûyerê de ti kesî zirar nedîtiye tenê hinek zirarên madî çêbûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Otombîleke bombekirî li xaleke kontrolê li bajarkê Dûbiz teqiya. + +Rêveberê polîsê Dûbiz general Bêstûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berî bîstekê otombîleke bombekirî li xaleke kontrolê li ser rêya Dûbiz-Hewîce teqiya. + +Bêstûn diyar kir ku di teqînekê de 7 kes hatin kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. + +Di nava kuştiyan de 4 polîs, 2 hemwelatiyên sivîl û karmendekî asayişê hene. + +Her du birîndar jî polîs in. + +Amd (Rûdaw)- Di doza KCKê de li Amedê, 18 jinên Kurd piştî di nava 48 siyasetmedarên Kurd de serbest hatin berdan, şeva borî ji girtîgehê derketin, hîn 54 girtiyên wê dozê nehatine berdan. + +Dadgeha 2yemîn a cezayên giran a Amedê, duh li ser daxwaza parêzerên girtiyên KCKê biryara berdana 48 girtiyan da. + +Ji 48 siyasetmedarên Kurd ên hatin berdan, 18 jinên siyasetmedar ji girtîgehê azad bûn û ji aliyê bi hezaran kes ve hatine pêşwazîkirin. Jinên Azad bûn ev in: + +Ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Esma Guler, Herdem Kizilkaya, Olcay Kanlibaş, Pinar Işik, Zuhre Bozaci, Dîrayet Taşdemîr, Sêvê Demîr, Zahîde Besî, Hacîre Ozdemîr, Gulcihan Şimşek, Leyla Denîz, Zeynep Boga, Ebru Gunay, Pelguzar Kaygısiz, Çîmen Işik, Besime Gonca, Elif Kaya, + +Ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî, Pero Dundar, serbest hatin berdan. Girtî ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. + +Li ber girtîgeha Tîpa D ya Amedê hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên ÎHD, xizmên girtiyan jî di nav de bi sedan kes li ber girtîgehê kom bûn. + +Piştî biryara berdanê derbarê 48 kesan de hat dayîn, siyasetmedarên Kurd Selanîk Oner, Alîcan Onlu û Engîn Kotay ji girtîgehê derketin û ji aliyê sedan kes ve hatin pêşwazîkirin. + +Li ber girtîgeha tîpa E ya Amedê jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, endam û rêveberên BDPê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes pêşwaziya girtiyên azadkirî kirin. + +Girtiyên doza KCKê ya Amedê roja 14ê Nîsana 2009an de û di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibûn girtin. + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û ragihandina serxwebûnê mafekî siruştî yê Kurdan e. + +Barzanî di hevpeyvînekê ligel televizyona Skynews a erebî de behsa avakirina dewleta kurdî ya serbixwe kir û got ";Kes nikare rê li me bigire ji bo ku em serxwebûna xwe ragihînin ji ber ev mafekî me yê siruştî ye";. + +Lê Barzanî diyar kir ku ew dixwazin hemû tişt di rêya diyalogê re pêk were. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Em naxwazin ligel ti aliyekî têkevin şerên xwînî, lê pirsa serxwebûnê mafekî gelê Kurd e û nabe wek tometekê mamele bi vê pirsê re bê kirin";. + +Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, Barzanî bal kişand ku êdî çend parêzgeh ji bin kontrola dewleta Iraqê derketine û hikûmeta navendî jî desthilata wê li ser piraniya navçeyên Iraqê nemaye. + +Li ser guhertinên ku niha li navçeyê çêdibin, serokê Herêma Kurdistanê got ";Ev guhertin ji encama rastkirina hin rêkeftinên navdewletî û herêmî ne û herwiha ji bo ku ew şaşîtiyên mezin ên di Sykes Picot de nemînin ku di diyarkirina sînorê welatan û herêman hatine kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyeke rojnamevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew xendeq ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê tê kolandin. + +Çavkaniyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, got ";Ev çend rojin berpirs û ragihandinên ser bi PYDê ve derewan li dijî PDKê belav dikin û dibêjin ku PDKê xendeqan li ser sînorê Rojava dikole";. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";PDKê ti têkiliyeke wê bi wan tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor ve tine ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên leşkerî û ewlekariyê yên hikûmetê biryar didin bê çawa Herêma Kurdistanê û sînorên xwe ji gefa terorîst û qaçaxçiyan biparêzin";. + +Çavkaniya rojnamevaniya PDKê herwiha got ";PYDê û siyasetên wê bûne pirsgirêk ji bo gelê Kurd li Rojava û bi fermana neyarên Kurdan her roj axaftinên bê bingeh rastî PDKê dikin û dixwazin di rêya wê re şikestina reftar û siyaseta xwe li Rojava veşêrin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";PYDê hevpeymaniyek ligel neyarên Kurdistanê girê daye û di berjewendiya rejîmê de şer li ser gelê Kurd sepand";. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku ";Deriyê Sêmalka bi awayekî fermî hatiye vekirin, lê bi dirêjahiya 17 km sînor valaye û terorîst ku hevpeymanên hevpeymana PYDê ne bi hêsanî dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ziyanê bigihînin asayişa herêmê";. + +Her derbarê xendeqê de ku PYDê dibêje ";armanca wê pereçkirin e"; û ev çend rojên jî alîgirên wê xwepêşandanan li ser sînor dikin, çavkaniya rojnamevaniya PDKê tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek baş dizane çawa sînorên xwe biparêze û ji bo vê yekê jî destûr û moletê ji kesî naxwaze";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, ew çavkaniya rojnamevaniya PDKê dipirse ";Eger mebesta PYDê ne qaçaxçîtî yan hêsankarî ji bo terorîstan be, ji ber çi di rêya yasayî û resmî re ku Sêmalka ye hatin û çûnê nakin?";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermend û lîstikvanê navdar ê Sûriyê Ebdilrehman Alareşî ku bi eslê xwe Kurd e, duh koça dawî kir. + +Ebdilrehman Alareşî di temenê 83 salî de, duh li nexweşxaneya Hîşam Sînan li paytexta Sûriyê Şamê ji ber nexweşiyeke koça dawî kir. + +Ebdilrehman Alareşî ku wek yek ji stûnên dramaya sûrî û erebî tê naskirin, wek lîstikvanekî sereke beşdariya bi dehan rêzefîlmên sûrî û erebî kiribû. + +Alareşî ku li Taxa Kurdan a Şamê dijiya, herî dawî beşdarî rêzefîlma Xirbal kiribû ku biryar e îsal di meha rojiyê de bê weşandin. + +Ebdilrehman Alareşî çend stranên wî yên niştimanî ku ji bo Sûriyê gotine, hene. + +Cenazeyê Ebdilrehman Alareşî wê îro li goristana Şêx Xalid li Taxa Kurdan a Şamê bi xakê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Dûbiz ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê alozî derket û xwepêşanderan mala dadwerê dadgeha qezayê şewitandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî xwepêşandana hejmarek xelkê bajarokê Dûbiz li dijî xirabiya rewşa ewlekariyê, rêveberê navenda polîs û rêveberê polîsê nehêştina tawanan hatin guhertin. + +Xwepêşanderan mala efserekî Artêşa Iraqê teqandin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku niha polîs ji tevahiya bajarokê vekişiyane û ti berpirsekî ewlekariyê jî li navçeyê nemaye. + +Xwepêşander hemû Kurd in û daxwaza dikin ku guhertin û reform di saziyan de bê kirin, herwiha dixwazin ew berpirs bên cezakirin ku destê wan di azadkirina grûpeke çekdarî ya tundrew de hebû ku berî demekê serbest hatin berdan. + +Xwepêşander niha li nav avahiya qaymqamiyê û navenda polîsin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ew nûçe red kirin ku dibêjin şandeke wezareta pêşmerge serdana Misrê kiriye. + +Berî niha hat ragihandin ku şandeke leşkerî ya Herêma Kurdistanê bi serpereştiya yek ji beşên girîng ên wezareta pêşmerge ji Hewlêrê çûye paytexta Misrê Qahîre. + +Li gor nûçeyeke rojnameya Îtîhad a îmaratî, biryar e ew şand ligel berpirsên mezin ên wezareta bergiriyê ya Misrê bicive. + +Bi gotina wê rojnameyê, serdana şanda wezareta pêşmerge ji bo wê yekê ye ku sûd û fêde ji karîn û şarezayîya leşkerî ya Misrê werbigire. + +Derbarê vê nûçeyê de, sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê red kir ku ti şandeke wezareta pêşmerge serdana Qahîre kiribe. + +Yawer herwiha got ";Ti fermaneke fermî ji wezareta pêşmerge derneketiye ji bo ku şandeke leşkerî biçe Misrê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Profesor û sosyalogê Tirk Îsmaîl Beşikçî ragihand ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka dewletbûnê ye û kurd weke neteweyekê pêwîste bibin dewlet,yan jî herî kêm federasyona xwe pêk bînin. + +Beşikçî di hevpeyvînekê ligel televizyna BBC ya bi zmanê tirkî de got ";Ji destpêka sedsala borî de û dema ku Kurdistan kirin çar perçe û heta niha, siyaseta ku li cîhanê dimeşe li dijî gelê Kurd e";. + +Beşikçî herwha got ";Ji ber ku gelek dewlet li cîhanê û Yekîtiya Ewropa hene ku nifosên wan bi hezarane û ew kirin dewlet, lê gelê Kurd bi nifosa zêdetirî 40 milyonî ye û heta niha bê dewlete û ne tenê bê dewlete, lê ji hemû mafên xwe wek neteweyekî mehrûmin û siyaseta Amerîka û Ewropa jî li Rojhilata Navîn herdem li dijî kurdan û mafê wan e";. + +Îsmaîl Beşikçî destnîşan kir ku herçend Amerîka di sala 2003an de rê da ku li Başûrê Kurdistanê herêmeke federal bê avakirin, lê ew herêm heta niha ne serbixwe ye û hîn gelek perçeyên ku jê qutin û ne dibin desthilatê wê de ne hene û pêwîste vegerin sînora wê. + +Profesor Beşikçî rexne li projeyên xweseriya BDPê li Bakurê Kurdistanê kir û got ";Bila ti caran Kurd bi demokratîbûna Tirkiyê nefikirin û ew nikarin Tirkiyê bikin demokratîk, ka Viyetnam, Amerîka kir demokratîk, yan jî Cezayir, Faransa kir demokratîk, pêwîste tew kêm federasyonê bixwazin û Kurd xwe bi xwe birêve bibe û pêwîste Kurd sînorên xwe çêkin, dema ku federasyon çê bibe û êrîş li dijî Kurdan pêk were Ewropa û cîhan dikarin destêwerdana wê derê bikin, berovajî be, nikarin";. + +Beşikçî bal kişand ku pêwîste Kurd bibin netewperest û zimanê xwe û hebûna xwe wek netewekê biparêzin û ti caran ku gelê Kurd bibe netewperest êrîşan li gelên din di herêmê de nake belê netewperestên Tirk êrîşvanin û hertim dixwazin Kurdan bihelîn û tine bikin. + +Li ser projeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmaîl Beşikçî got ";Ez pir wê projeyê watedar nabînim, pêwîste gelê Kurd li ser xaka xwe Kurdistanê li gor pêdiviyên xwe rêveberiyên xwe li dar bixin";. + +Profesor û sosyalogê Tirkiyê Îsmaîl Beşikçî derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ";Li wê derê rêveberiyeke xweser ava bûye û ew gav girînge, lê pêwîste gelê Kurd li wir ew Erebên piştî sala 1960 li Rojava hatine bicihkirine, vegerînin xakên wan ên berê û Kurdên ku hatine koçber kirin vegerin nav axa xwe û pêwîste xwe bi Kurdên in di perçeyên din yên Kurdistanê re bikin yek";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî ku serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) vegere Rojavayê Kurdistanê û karê xwe destpêbikin ku li gor gotina sekreterê wê ew dê hewl bidin yekîtiya Kurdan biparêzin, daxyaniyên li dijî vê partiyê derketin holê. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku partiya wan ne li dijî ti partî û aliyekê din hatiye avakirin. + +Îsmaîl herwiha tekez dike ku ragihandina partiya wan li Hewlêrê nayê wateya ku berpirsên Herêma Kurdistanê wê nêrîna xwe li ser partiya wan ferz bike. + +Îsmaîl ku berpirsê îdarî yê polîtbîroya PDK-Sê ye derbarê wê pirsê de ku hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan dike, got ";Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê alîkariya me dike, lê ew alîkariya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û di nav de jî PYDê";. + +Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Hevserokê PYDê Salih Mislim rexneyên tund li partiya nû ya Rojavayê Kurdistanê kiriy û ew bi wê yekê tometbar kir ku ";bi zorê bi weşandina dolaran hatiye avakirin û ew ji gel dûr ketine û ne di xema Gelê Rojava de ne. PDK-Sê dixwazin keda gel bidizin an jî dixwazin xwedî li tiştekê derbikevin ku neyê wan be";. + +Derbarê vê yekê de, endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl got ";Keda ev 57 salan li Rojavayê Kurdistanê heye û yê ku dibêje em dixwazin keda gel bidizin, diyar e ew bi xwe dixwazin vê kedê bidizin";. + +Herwiha endamê desteya rêvber a TEV-DEMê Aldar Xelîl ku wek kesatiya yekem di nav PYDê de tê naskirin, di hevpeyvînekê de ligel malpera (Adar Press) a kurdî, wî jî rexneyên tund li PDK-Sê kirin û got ";Vê partiyê îradeya xwe daye opozîsyona Sûriyê û hêzên derve";. lê Aldar Xelîl di heman demê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku Siûd el-Mela yê ku li Qamişlo dijî, bûye sekreterê PDK-Sê û hilbijartina wî wek ";bijardeyeke rast"; da zanîn. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, bi Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî re hevdîtin pêk anî. + +Li gorî hinek malperên Başûrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl duh (12.04.2014) li bajarê Hewlêrê bi hev re rûniştine. + +Li gorî agahiyên çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Kosret Resûl fikarên YNKê ji Nêçîrvan Barzanî re li ser pêkanîna hikûmetê ragihandiye lê di heman demê de tekez li ser wê kiriye ku baweriya wan bi hevpeymaniya bi PDKê re heye. + +Nêçîrvan Barzanî jî ji Kosret Resûl re ragihandiye ku PDK bi hevpeymanî û rêkeftina digel YNKê ve girêdayî ye lê divê helwestên berpirsên YNKê li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê mîna hev be, her wiha YNK dikare fikarên xwe yên derheqê pêkanîna hikûmetê de yekser ji PDKê re bêje. + +Hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî ji Kosret Resûl re gotiye, PDK di wê baweriyê de ye ku divê pişka Tevgera Gorran û aliyên din li gorî asta dengên wan di hilbijartinan de bê dayîn û ji pişka wan tiştekî negihîje YNKê û ti aliyekî din lê PDK amade bûye ji pişka YNKê zêdetir bide YNKê wisa j kiriye. + +Wan (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, komek jin bi boneya tundiya li ser jinan şermezar bike, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku sedema binpêkirina mafê jinê û tundiya li ser jinê rewadîtina tundiyê û sersariya dewletê ye. + +Aktîvîstên û endaên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya kuştina jinan şermezar bikin û bertekan nîşanî tundiya li ser jinê bidin li ber avahiya BDP'ê ya Wanê kom bûn û heta Parka Feqiye Teyran meşiyan. + +Di meşê de endam û rêveberên BDP û HDP, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Şaredariyan ên Wanê jî di navde bi sedan jin amade bûn. Jinên ku li ber avahiya BDP'ê kom bibûn pankarta "Dewleta zilam, yê dikuje zilam, yê diparêze dewlet e" vekirin û bi siloganên "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk" û "Zilam qetil dike dewlet diparêze" avêtin û meşiyan. + +Jinan di meşê de wêneyên jina bi navê T.E ya roja 8'ê Nîsanê ji aliyê hevjînê xwe hat qetilkirin, hildan. Li parkê li ser navê aktîvîstên DOKH'ê Civaknasa Navenda Jiyanê ya Jinê Evîn Ozgur, daxuyanî da û diyar kir ku hemû tundiya li ser jinê rewa dibînin û dewlet li hemberî vê tundiyê sersar e û anî ziman ku jiber vê helwestê tundiya li ser jinê zêde dibe. + +Ozgur, ragihand ku jin bi kêr, bivir, bend, çek û daran tên kuştin û wiha got: "Em jin li kolan, mal, zevî û karkeriyan ji aliyê zilam ve tên kuştin. Em dixazin êdî di hemû qadên jiyanê de zilam û jin wekhev bin û xwedî vînek wekhev bin. " + +Çalakî piştî daxuyaniyê bi çepikan û siloganan bi dawî bû. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, endamên polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştmanî ya Kurdisttanê (YNK) dê li ser pêkanîna hikûmetê bicivin û YNK jî dê biryara xwe bide: Ka dê beşdarî hikûmetê bibe yan na. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda YNKê ya pêkanîna hikûmetê sibê (14.04.2014) serdana PDKê dike û her du alî dê li ser pişkên xwe yên di kabîneya heşetem a hikûmetê de ji wan re haiye kifşkirin, gotûbêj bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna sibê de YNK dê helwesta xwe nerm bike û bi pişka xwe razî dibe lê hinek rexneyên wê jî heye. + +Îro li Silêmaniyê jî, endamên Polîtburoya YNKê bi beşarbûna cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, serokê şanda YNKê ya pêkanîna hikûmetê Dr. Berhem Salih civiyan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna îro de bi berfirehî li ser pişk û postên xwe di hikûmeta nû de gotûbêj kirine lê endamên civînê bûne du alî; piraniya endamên civînê alîgirê wê bûne ku beşdarî hikûmeta nû bibin bi mercekî ku rexne û gazindên YNKê li ser post û wezaretan ji aliyê PDKê ve were qebûlkirin. + +Çav li rê bû ku di civîna îro de YNK xwe zelal bike û helwesta xwe ya dawî eşkere bike lê wisa çênebû. + +Malpera fermî ya YNKê ji zarê jêderekî nêzîkî civînê ragihandiye, ";li ser bingeha wan pêşniyarên ku hatine kirin biryar hat dayîn civînên polîtburoya YNKê bidomin."; + +Li gorî agahiyên Rûdawê, niyeta YNKê heye beşdarî hikûmeta nû bibe lê di civîna sibê ya digel şanda PDKê de dê helwesta xwe ya dawî eşkere bike. + +Tora Medyayî ya Rûdawê roja 10ê Nîsana îsal, xerîteya parvekirina wezaretên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera 5 partiyan de eşkere kiribû. Li gorî wê nexşê, pişka YNKê wiha bû: Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Karên Şehîd û Enfalkiriyan. + +Lê YNKê ji vê yekê razî nîne û dibêje, divê ji nav wezaretên Pêşmerge, Navxwe û Darayî wezaretekî bidinê, ev di demekî ye ku wezartên Pêşerge û Darayî bûne pişka Tevgera Gorran û Wezareta Navxwe jî bûye pişka PDKê. + +Amed (Rûdaw) – Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay ji aliyê bavê xwe ve rastî êrişa bi kêran hat û bi giranî birîndar bû. + + Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay, ji aliyê bavê xwe ve ku tê gotin aqilê xwe ji dest daye, rastî êrişa bi kêran hat. + +Oktay di bûyerê de bi giranî birînar bû ji ber wê jî birin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. + +Hat zanîn ku Oktay, metirsiya mirinê ji ser xwe avêtiye. + +Duh jî, hevşaredarê Qosera Mêrdînê di ofîsa xwe de rastî êrişa çekdarî hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwar Hacî Osman, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin, bi fermana hikkûmet û wezareta pêşmerge tê kolandin. + +Alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman, îşev beşdarî bernameya ";8:00"; a Rûdaw TV bû û li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr agahî û daxuyanî da. + +Enwer Hacî Osman, got ku ew xendeq ji bo parastina sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin ji ber ku ew sînor, sînorekî aloz û hetiyar e. + +Alîkarê wezîrê pêşmerge li ser nerazîbûn û daxuyaniyên PYDê derbarê kolandina xendeqê de jî axivî û got, fermana kolandina wê xendeqê ji aliyê PDKê ve nehatiye dayîn ji ber ku biryara wê xendeqê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya wezareta pêşmerge hatiye dayîn. + +Enwer Hacî Osman, her wiha anî ziman ku wezîrê pêşmerge Şêx Mistefa Ceifer jî ku endamê YNKê ye, li ser kolandin û xilaskirina wê xendeqê rijd e. + +Osman ku endamê PDKê ye, bi tundî rexne li PYDê jî girt û got, PYD fêr bûye di hemû tiştekî de PDKê tohmetbar bike ji ber ku bi fermana axayên xwe tevdigere. + +Li gorî gotina alîkarê wezîrê pêşmerge, dirêjiya xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr 26 km û par di encama aloziya navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de ketiye bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê, beriya wê jî di destê lêjneya ewlehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û tabûreke artêşa Iraqê de bû lê wê tabûrê nekarî ewlehiya sînor biparêze. + +Enwer Hacî Osman, anî ziman k xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr ti ferqa wê bi xendeqên ku li Hewlêr û Kerkûkê tên kolandin, nîne û ragihand, ew sînor bi sedan çekên giran û sivik tê parastin lê dîsa jî qaçaxçîtî li ser tê kirin. + +Derbarê fikar û nerazîbûnên PYDê li hember kolandina xendeqê jî Enwer Hacî Osman got, wê xendeqê dilnexwazên Herêma Kurdistanê şepirze kiriye, ez nizanim PYDê çima ev mesele mezin kiriye, kolandina wê xendeqê rêgirtin e li hember çûn û hatina xelkê Rojavayê Kurdistanê. + +Beriya niha sekreterê giştî ê wezareta pêşmerge Cebar Yawer li ser xendeqê jî gotibû, wezareta pêşmerge agahdarî wê xendeqê nîne. Osman li ser daxuyaniya Yawer got, dibe ku rewşa tenduristiya Cebar Yawer baş nebe ku ew daxuyanî daye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku wî hêz û desthilat zeft nekiriye ji ber ku her dem amade ye dest ji desthilatê berde. Barzaî her wiha bang li Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî kir, li gorî destûrê kar bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona erebî ya Sky Newsê ku îşev hat pexşkirin, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got, em dixwazin hemû partî û aliyên siyasî beşdarî hikûmetê bibin da ku hemû bi hev re li hember arîşeyan bi taybet gendeliyê bisekinin. + +Mesûd Barzanî, her wiha anî ziman ku ";wezaretên serekî"; dane Tevgera Gorran lê ew ne bi zirara YNKê ye. + +Barzanî, di bersiva pirsa ku dibêjin Barzanî hemû hêz û desthilat zeft kiriye de got, ez her dem amade me dest ji desthilatê berdim bi wî mercî ku valahiya siyasî çênebe û helbet ez bi hilbijartinê bûme serok. + +Li ser arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî Barzanî ji serokwezîr Nûrî Malikî xwest, li gorî destûrê kar bike û destûrê cî bi cî bike. + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PK) xwast ku berdewam be li ser pêvajoya aştiyê û got, eger di destê wî de ba wî ti xemsariyek ji bo azadkirina Ocalan nedikir. + +Mesûd Barzanî di hevpeyivînekê de bi televîzyona Skynewsê ya erebî, ji Ocalan xwast ku li ser piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê berdewam be heya ku bigehe encamê û ew ji girtîgehê serbest bê berdan. + +Barzanî diyar kir ku eger azadkirina Ocalan di destê wî de ba ti xemsariyek ji bo azadkirina wî nedikir. + +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji serokê Sûriyê Beşar Esed xwast ku ji bo rawestandina şer û xwînrijandinê di welatê xwe de hemû bizavan bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermandeyekî Pêşmerge ji rojnameya Zeman a Iraqî re ragihand ku di meha borî de hêzên Pêşmerge 905 kes girtine ku dixwestin bi rêyên qaçax sînorê navdewletî yê Sûriyê-Iraqê derbas bikin. + +Ew xendeqa ku li ser sînorê Sûriyê û Îraqê tê kolandin, ji aliyê Îraqê ve, bûye arîşeyeke siyasî di anvbera Patiya Demokarata Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, bi biryara Artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge xendeqek bi dirêjayiya 605 kilometir di navbera sînorê navdewletî yê Sûriyê û Îraqê tê kolandin û niha tenê 15 kilmetir maye da ku ew xendeq bidawî bê, bi dirêjayiya sînorê Iraq-Sûriyê, tevî sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê jî. + +Ew xendeq, ku panayiya 2 metir û kûrbû wê 3 metir e, bûye sedema kûrbûna arîşeya navbera PDKê û PYDê. + +Li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge jî, ew xendeq bi biryara hikûmeta Iraq û Kurdistanê hatiye kolandin, bi mebesta rêgirtin li hatina çekdaran û xelkê bi awayên neyasayî ji Sûriyê, lê şêwirmednê medyayî yê Nûrî Malikî, Elî Mûsawî ragihandiye ku hikûmeta Îraqê biryar kolandina wê xendeqê ne daye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredara Hênê, Novîn Otkan bi destê bavê xwe, Abbulla Oktay birîndar bû. + +Piştî ku hevşaredarê navçeya Artukluya Mêrdînê û serokê şaredariya Qiziltepê rastî êrîşan hatin, vê carê li navçeya Hênê ya ser bi Amedê hevşaredara Hênê, Novîn Oktay rastî êrîşê hat. + +Li gor medyaya ser bi Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ve, di encama gengeşeya di navber hevşaredara navçeya Hênê, Novîn Oktay û bavê wê de, ji aliyê bavê xwe Abdulla Oktay de rastî êrîşa bi kêrê hat û birîndar bû. + +Hat ragihand ku Novîn Oktay di lingê xwe de birîndar bû û ji bo nexweşexaneya dewletê li Hênê hat veguhestin û ji ber ku gelek xwîna wê rijiya bo nexweşxaneya Dicle li Amedê hat veguhestin. + +Malpera BDPê diyar kir ku heta niha sedema wê pevçûna Novîn û bavê xwe ne hatiye nas kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek bûye hevkara rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê, bêy ku navê wê rêxistinê bîne ziman. + +Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona SkyNewsArabiya, behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir. + +Barazanî got:";Herêma Kurdistanê Ligel gelê Sûriyê ye û gelek xemgîn e ji xwîna ku tê rijandin, em hêvî dikin ku rijandina xwînê bê rawestandin û derfet ji gelê Sûriyê de peyda bibe, da ku çarenivîsa xwe hilbijêre û biryarên xwe bê destêwerdana derve bide, ev heredm hewlêsta me bû."; + +Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî got: ";Niha tenê yek rêxistina Kurdan bûye hevkara rejîmê û bi piştgiriya rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê";, herwiha ragihand ku rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye ";Destkefteke demkî ye û bi çûna sedemên hebûna wê dê ew jî nemîne."; + +Herwiha Barzanî got: ";Eger rêkrftinek di navbera vê komê û rejîmê de hebe, da ku xwesriyek bo Kurdên li Sûriyê hebe, ez wê wek gavek baş didim zanîn, lê ez bawer nakim ku ti rêkeftina siyasî hebe. Ti agahiya me ji wê yekê nîne ku ti rêkeftina siyasî heye, di nêrîna min de ti rêkeftineke siyasî li ser awayekî ji bo naskirina mafên neteweyî û îdarî yên Kurd li Sûriyê tune ye."; + +Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser cudahiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: ";Di nêrîna min de ew tiştekî ne dirûst bû ku jihev cuda bûn, pêwîstbû ku hevgirtî bimana û wek yek kom û yek hêz tevgeriyaba neku jihev cuda."; + +Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê de ";Hewl da ku Kurdên Sûriyê bibin yek, û desteyek hebe ku nûneratiya wan bi rejîmê, oposîzyon û civaka navdewletî re bike."; + +Barzanî herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re gotiye: ";Her birayreke ku hûn bistînin, çi rêkeftin yan şer ligel rejmê be û çi rêkeftin ligel opozîsyonê be, em dê piştgiriya we bikin."; + +Barzanî gotinên xwe domandin û got: ";Lê ew demekê bihev re man û piştire her beşek bi aliykî de çû, beşek bi rejîmê re û beşê din ma, vê yekê bandora xwe li ser rewşa wan kir û ez ditirsim ku bandora xwe li ser pêşeroja wan jî bike."; + +Serokê Herma Kurdistanê li ser rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê got: ";Tiştekî şaş bû ku Kurd derbasî şer bûn, ligel çi aliyekî be, ew xeleka lawaz in li Sûriyê, pêwîstbû dûrî şerê bi her aliyekî re rawestin û çavlirêy pêşhatan bane."; + +Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê di 21.01.2014 de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Cizîrê";, di 27.01.2014 de ya ";Kantona Kobanî"; û roja 29.01.2014 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ";Kantona Efrînê"; jî ragihandibûn. + +Herwiha baskê leşkerî yê PYDê jî bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê heye, tevî damezrandina hêzên asayişê jî. + + +Amed (Rûdaw) - Parêzerên 43 girtiyên siyasî yên kurd ku di çarçoveya doza KCK de li Amedê tên darizandin, serî li 2. Dadgeha Cezayê Giran dan û daxwaza berdana girtiyan kirin. + Piştî ku Dadgehên taybet ên Tirkiyê hatin rakirin û heyama girtina tohmetbaran ji 10 salan daket 5 salan, berdana girtî û tohmetbarên Ergenekon, Balyoz û KCKê dest pêkir. + +Di doza bingehîn a "KCK" ya li Amedê de ku 43 jê girtî 175 kes tên darizandin parêzerên 43 kesên ku 5 sal in girtî ne, ji bo serbestberdana wan, serî li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îtiraz dan. + Yek ji parêzeran Cîhan Aydin ji bo serbestberdana girtiyên bi navên Abbas Çelîk, Abdûllah Bozkoyûn, Abdûllah Aflatûn, Abdûlserdest Tan, Ahmet Îlan, Ahmet Makas, Alî Şîmşek, Attîla Koca, Aydin Bûdak, Aygul Arat, Bûrhan Karakoç, Çaglar Demîrel, Ercan Akyol, Erkan Pîşkîn, Ethem Şahîn, Haci Erdemîr, Hasan Huseyîn Ebem, Husamettîn Çîçek, Kutbettîn Kûrt, Leyla Guven, Mahmût Okkan, Mehmet Akin, Mehmet Guzel, Mehmet Hatîp Dîcle, Mehmet Nesîp Gultekîn, Mehmet Salîh Yildiz, Mehmet Tarî, Mehmet Taş, Mûsa Farisogûllari, Mûstafa Ocaklik, Mukaîl Karakûş, Nejdet Atalay, Nîhayet Taşdemîr, Osman Ocaklik, Ramazan Morkoç, Resûl Erkaplan, Tayyîp Temel, Temer Tanrikolû, Tûncay Korkmaz, Tûncay Ok, Tûran Genç, Zeynel Mat û Zulkuf Karatekîn serlêdan kir. + +Dadgeh dê piştî lêkolînkirinê bersiva parêzeran bide. + +Duh jî 48 girtî di çarçoveya doza KCKê ya Amedê de hatibûn berdan ku di nav wan de 18 jin hebûn. + + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bintara çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, di navbera komek xwepêşanderên ku dixwestin çêkirina qereqolan şermezar bikin û hêzên ewlehiyê de pevçûn û alozî derket, tê gotin di bûyeran de gellek kes birîndar bûne. + +Îro bi pêşangtiya BDPê li bintara çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, çalakî û meşek li dijî çêkirina qereqolan li wê deverê hat lidarxistin. + +Di meşê de jibilî berpirsên BDPê û hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrullah Çiftçî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes beşdar bûn û berê xwe dan serê çiylê lê rastî astengiya hêzên ewlehiyê hatin. + +Hêzên artêşê û polîsên ku li wê derê bûn, ji xwepêşanderan re ragihandin ku ji ber ku Walîtiya Colemêrgê destûra vê çalakiyê nedaye ew nikarin rê bidin lê nekarîn pêşiya girseyê bigirin lemwa bi bombeyên gazî û fîşekên plastîk xwestin pêşiya xwepêşanderan bigirin. + +Li hember vê yekê, girseyê jî bi kevir û berdan bersiva hêzên ewlehiyê dan. Hat zanîn di bûyeran de hinek kes birîndar bûn û bo veguhestina birîndaran gellek ambulans çûn cihê bûyerê. + +Heta niha jî alozî didome. + +Tê zanîn rêxistina BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî roja 6'ê Nîsanê bi boneya rê li pêşiya operasyonên leşkerî bigirin, li herêma Çiyayê Şine yê nêzî Gundê Uzumlu yê Çelê "Konê Berxwedana Gelan" vekiribû. Heyeta BDP'ê ku li Çiyayê Meskanê kon vedan, di roja 8'an de berxwedana xwe berdewam dike. Li aliyekî liv û tevgera leşkerî berdewam dike û qereqol tên avakirin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê bajarokê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê Ehmed Zergoşî, ragihand, ji ber êrişên komên radîkal û alozbûna rewşa ewlehiyê ji destpêka îsal ve heta niha nêzîkî 600 malbatên kurd ji Seidiyê bar kirine. Zergoşî her wiha daxwaz kir, parastina ewlehiya deverê radestî hêzên Pêşmerge bê kirin. + +Şaredarê Seidiye Ehmed Zergoşî, ji Rûdawê re got, li parêzgeha Diyale bi taybet li bajarokê Seidiyê êrişên komên radîkal ên mîna DAIŞê zêde ye ji ber wê jî rewşa ewlehiya deverê aloz bûye. + +Ehmed Zergoşî, got, ew dixwazin parastina bajarokê Seidiyê bidin destê êzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + +Zergoşî, anî ziman ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê gellek malbatên kurd neçar mane dest ji cih û warên xwe berdin û ji deverê bar bikin û da zanîn, tenê di heyama 4 mehên borî de herî kêm 600 malbatên kurd ji ber vê yekê bar kirine. + +Şaredarê Seidiyê ragihand, lê heta niha ti hêzeke kurdî li Seidiyê nîne û eger hebin jî ji Seidiyê dûr in û li Xaneqîn û Qeretepê hatine bicîhkirin. + +Bajarokê Seidiyê wek beşek ji deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê tê hesibandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, ragihand ku Komîteya Nobelê di nameyekê de jê re ragihandiye ku Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan wek namzedê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2014an hatiye destnîşankirin. + +Piştî ku Enstîtoya Nobelê ragihand ku nûçe û agahiyên ku li ser namzediya Ocalan bo wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ya îsal rast nînin, parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir, wî roja 18ê Tîrmeha par bi rêya e-mailê serî li Komîteya Nobelê dabû û daxwaz kiribû ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji ber xebatên wî di warê aştiyê de wek namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014an destnîşan bikin. + +Heval Kwêstanî anî ziman ku Komîteya Nobelê jî roja 9ê Nîsana îsal bi nameyekê besiva wî da û ragihand, navê Ocalan ketiye nav lîsteya namzedên xelata Nobelê ya aştiyê. + +Wî parlamenterê kurd behsa çawaniya serlêdana xwe bo Komîteya Nobelê kir û got, min par serdana Afrîqa Başûr kir da bi rêberê wî welatî Nelson Mandela re li ser vê yekê hevdîtin bikim lê mixabin dema ez çûm wir Mandela li nexweşxanê di komayê de bû. + +Heval Kwêstanî, wiha domand, dema min jiyana Ocalan lêkolîn kir min dît ku guhertinek kûr derbarê xebata netewî û çawaniya arîçeyan di hizra siyasî, felsefî û jiyana wî de çêbûye, helbet beriya ku Ocalan were girtin nameyek ji Mandela re nivîsîbû, di wê namê de dihat dîtin ku fikrê Ocalan hatiye guhertin û dixwaze dest ji xebata çekdarî berde û bi rêyên aştiyane xebat bike. + +Kwêstanî da zanîn, yek ji mercên wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ew e ku di nehîştina çekan de rolek mezin bilîze, ev merc di Ocalan de heye ji ber ku peyama wî ya Newroza par bi awayekî eşkere nîşan da ku Ocalan dest ji çekan berdide û dest bi xebata siyasî dike. + +Wî endamê Parlamentoya Iraqê di bersiva pirsa ku çima yek ji lîderên Herêma Kurdistanê wek namzed pêşniyar nekiriye de got, ez hurmeta hemû serok û lîderên din ên kurd digirim lê ew kesên ku dibe namze divê mercên xwe hebin û rola wî/wê di nehîştina çekan de hebe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Pêkhateya kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêdî hêdî zelal dibe. 7 partî û aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin: PDK, Gorran, YNK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Turkman, Mesîhî. + +Pêkhateya kabîneya heştem û pişka partî û aliyên beşdar di kabîneyê de zelal dibin. + +PDK ku wek partiya yekemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bo avakirina hikûmeta nû erkdar kiriye û di kabîneya heştem de, wezaretên Navxwe, Çavkaniyên Sirûştî, Pilandanîn, Perwerde û Bajarvanî bûne para wê. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, navên wezîrên PDKê di hikûmeta nû de wiha ne: Elî Sindî, Aştî Hewramî, Dilşad Şehab û Piştîvan Sadiq. + +Pişka Tevgera Gorranê di hikûmeta nû de wiha ye: Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê û Wezareta Ewqaf. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Tevgera Gorran heta niha tenê wezîrê pêşmerge û serokê parlamentoyê destnîşan kiriye: Mistefa Seyîd Qadir wek wezîrê pêşmerge û Yûsif Mihemed wek serokê parlamentoyê. + +Pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmetê de wiha ye: Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê û Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha YNKê navên wezîrên xwe eşkere nekiriye lê dibe ku wezîrê tenduristiyê Dr. Rêkewt Reşîd û wezîrê xwendina bilind Dr.Elî Seîd li ser karê xwe bimînin. + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku 10 kursiyên wê di Parlamentoya Kurdistanê de heye, wezaretên Elektirîk, Kar û Karên Civakî, Hemahengiya navbera Encumena Wezîran û Parlamentoyê jê re hatiye pêşniyarkirin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, wê partiya îslamî jî cîgirê serokê giştî Selahedîn Babekir û endamên serokatiya partiyê Dr. Omer Mihemed û Behzad Zêbarî bo wergirtina wan postan destnîşan kirine. + +Hat zanîn, di kabîneya heştem de du wezaret jî dibin para Komela Îslamî. + +Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ji Swêdê gihîşt Kurdistanê û li zêda wî hat definkirin. + +Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ku roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, gihîşt Kurdistanê. + +Cenazeyê Zirarî li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêr, komek rayedarên hikûmet û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin û paşê li zêda wî li gundê Kopalê yê devera Zirareta Hewlêrê hat definkirin. + +Kemal Mihemed Ezîz Zirarî, sala 1933an li gundê Gopalê yê devera Ziraretê ya Hewlêrê ji dayik bûye û di temenê 15 salî de çûye eskeriya Iraqê lê piştî şoreşa Tîrmeha 1958an, Mela Mistefa Barzanî dema ji Sovyetê vedigere wî jî bi xwe re tîne Kurdistanê. + +Kemal Zirarî ji sala 1967an ve heta sala 1975an şofêrtiya Barzanî dike. + +Şofêrê Barzanî sala 1989an bi nexweşiyeke giran dikeve û bo dermankirinê diçe derveyî welêt lê roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê jiyana xwe ji dest dide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di heyama 48 saetên borî de Portala Rûdawê rastî gellek êrişên tund ji aliyê çendîn çavkanî ve hatiye. + +Êrişên ku di heyama 2 rojên borî de li dijî Portala Rûdawê tên kirin, ji curê DOS in ku serverên Rûdawê kirine armanc, ji ber wê jî bikarberên Portala Rûdawê rastî arîşe û tengasiyan hatine. + +Tîmên teknîkî yên biyanî û Teknîka Rûdawê berdewam pêşiya wan êrişan digirin. + +Portalê Rûdawê ku bi zimanên kurdî û înglîzî weşanê dike, rojane ji aliyê zêdetirî 100 hezar kes ve tê temaşekirin û şopandin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li gor zanyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê, îro parêzgarê Hesekê wê serdana bajarê Qamişlo bike. + +Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, îro sêşemê parêzgarê Hesekê Mihemed Zehal el-Elî ligel endamên serkirdayetiya şaxê Partiya Baes li Hesekê wê serdana bajarê Qamişlo bikin ji bo tevlî xwepêşandana alîgirên rejîma Baes a Sûriyê bibin. + +Li gor zanyariyan xwepêşandan wê li nav çargoşeya emnî ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin. + +Cihê vê xwepêşandanê li ber Navenda Rewşenbîrî ya Erebî ye ku dikeve kolana Elqwutlî li navenda bajêr. + +Li gor zanyariyan, ji bilî dezgehên ewlekariya rejîmê, 4 hezar leşkerên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hene, ew jibilî hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê. Di demekê de ku PYDê Qamişlo wek navenda Kantona Cizîrê ragihandiye. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibê, Çarşemê, lîstika dawî ya Kopa Şahê Sapaniyayê ";Copa del Rey"; li ser yarîgeha Mestalla Stadium, li bajarê Valensia birêve diçe. + +Lîstika dawiyê di navbera her du tîmên Rela Madrid û Barselona de birêve diçe, ku wek hevrikên hev yên dîrokî tên zanîn. + +Di her du heftiyên borî de, tîma Barselona rûbirûyê du şikestinan hat ku di encam de ji hevrikiya şampyoniyaya Ewropayê derket, herwiha di rêzbendiya La Ligaya Spaniyayê de daket pileya sêyem li pişt Rela Madrîd. + +Li gor medyaya werzişî ya Spanî, rahêner R. Madrid, Karlo Anselotti pilanek bihêz amade kiriye da ku Kopa Şahê Spaniyayê bidest bixe û yekemîn nasnava xwe bi R. Madrîd re tomar bike. + +Tiştê balkêş di vê lîstikê de, stêrkê R. Madrîd û cîhanê Kiristiano Ronaldo beşdarî vê lîstikê nabe ji ber ku berî niha birînadr bûbû. + +Karlo Anselotti wê lîstikê bi êrîşan destpê bike, bi rêya her çae lîstikvanên xwe Karim Benzema, areth Bale, Isko û Ángel di María. + +Anselotti dixwaza bi vî awayî destpê bike da êrîşên lîstikvaên Barselon rawestîne û guvaşê bixe li ser bergirîvan û golparêzê wê tîmê. + +Herwiha rahênerê tîma R. Madrîd dê her dû yarîzanên sereke Xabi Alonso û Luka Modrić ji destpêka lîstikê de beşdar bike, da nîvê yarîgehê kontrol bikin û piştgiriyê bidin êrîşberê R. Madrîd. + +Berî niha, di La Liga ya Spaniyayê de du caran her du tîm rûbirûyê hev bûne û her du caran tîma Barselona karî serkeftinê li ser Real Madrîdê bidest bixe. + +Lîstika dawî ya Kopa Şahê Spaniyayê, sibê, 16.04.2014, demjimêr 21:30 bi dema Hewlêrê birêve diçe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê ku ev 9 rojn di zindanê de bû, îro saet 2yê piştî nîvro hat azadkirin. + +Rojnamevan Biradost Azîzî ku ev nêzîkî sal û nîvê ye bi tometa ";teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)"; doz li dijî wî hatibû vekirin, roja yekşemê 6/4/2014 çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê. + +Ew doza ku li dijî Azîzî hatibû vekirin at guhertin û li ser doza ku ";di sala 2004an de bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û bê îqame ye"; bi biryara dadwer di zindana girtin û veguhestinê ya Silêmaniyê de hat binçavkirin. + +Rojnamevan Biradost Azîzî 8 rojan di wê zindanê de ma û ji ber ku ev 2 salin li Hewlêrê dijî, dosyeya wî bo Hewlêrê hat veguhestin û duh duşemê ew anîn Hewlêrê. + +Biradost Azîzî di sala 2004an de û piştî ku ji beşa ragiandinê ya zanîngeha Şamê hat dûrixstin, hat Başûrê Kurdistanê û nêzîkî 4 salan li zanîngeha Silêmaniyê xwend. + +Qamişlo (Rûdaw)- Parêzgarê Hesekê Ehmed Zehal el-Elî îro serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî çalakiyên Partiya Baes li bajêr bû. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku parêzgarê Hesekê îro bi hevaltiya berprisên şaxê parêzgeha Hesekê yê Partiya Baes û fermandarê polîsê parêzgeha Hesekê, serdana bajarê Qamişlo kir. + +Parêzgarê Hesekê tevlî çalakiyeke Partiya Baes bû ku ji aliyê xwendekarên her du dibistanên el-Kerame û Hatim el-Tayî ya seretayî li navenda rewşenbîriya erebî li nav Qamişlo hat lidarxistin. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, çalakiya Partiya Baes bi pêşwazîkirina parêzgarê Hesekê li ber avahiya navndê destpêkir. + +Di çalakiyê de destpêkê sirûda niştimanî ya Sûriyê ";Humat el-Diyar"; û ya Partiya Baes ";Ya Şebab el-Uribî Heya"; hatin pêşkêşkirin. Xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin. + +Li gor zanyariyan, ji bilî dezgehên ewlekariya rejîmê, 4 hezar leşkerên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hene, ew jibilî hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê. Di demekê de ku PYDê Qamişlo wek navenda Kantona Cizîrê ragihandiye. + + + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di encama pevçûnên xwepêşandanên xelkê bajarê Colemêrgê li dijî avakirina qereqol û qeleqolên nû li çiyayê Meskanê li Colemêrgê, û polîsên Tirkiyê ve çar endamên polîsan û 7 bi xwepêşandêr birîndar bûn. + +Li gor çapemeniya Tirkiyê ji 8 nîsanêve endamên BDPê li nîzîka qereqola ku wê bê ava kirin de kon vekiribûn, û duh dema bi hezaran kes xwepêşandan kirin hêzên ewlekariyê destêwerdana xwepêşandêran kir. + +Herwiha di encama pevçûna wê xwepêşandanê çar endamên polîsan bi kevirên xwepêşandêran ve hatin birîndar kirin, û 7 kes ji xwepêşandêran bi bombeyên gaze birîndar bûn. + +Hat zanîn ku seroka şaredariya Colemêrgê Dîlek Hatîpuglu û saziya mafê mirovan ÎHDê û komeleya Mezlûm-derê jî di wê çalakiyê de cî girtibûn. + +Duhok (Rûdaw)- Şeva borî hemwelatiyekî Rojavayê Kurdistanê ku karê qaçaxçîtiyê dike, li sê goçeya di navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de li nav ava Dîlce bi guleyekê hat kuştin. Malbata wî jî dibêje ew nizanin kî kurê wan kuştiye. + +Hemwelatiyê Kurd Mewlûd Nezîr Hac Yûnis Omer ku xelkê gundê Zihêriyê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, şeva borî dema ku dixwest 18 kesan bi qaçaxî di rêya çemê Dîcle re derbasî Başûrê Kurdistanê bike, teqe lê hat kirin û bi giranî birîndar bû. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Mewlûd şeva borî 14 kes bi qaçaxî di rêya çemê Dîlce re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin û dema dixwest her 4 kesên din derbas bike, ji piştê ve guleyek lê ket û pişt re zêrevanên sînorên Iraqê ew ji nav avê derxistin û ew rakirin nexweşxaneya Zaxo û li wir jiyana xwe ji dest da. + +Derbarê aliyê ku gule berdane wî kesî de, efserekî zêrevanên sînor ên Iraqê ji Rûdawê re got ku Mewlûd ";piştî ku 14 kes bi qeyikeke hewayî derbasî Başûr kirin, car din vegeriya ji bo her çar kesên din jî derbas bike, lê di nîva rê de YPGê bang lê kir ku vegere";. + +Çavkaniyê herwiha got ";Di dema ku YPG bang lê kir ku vegere, ew kesên di nav qeyikê de rastî guleyan hatin û guleyek ji pişt ve li kesê ku qeyikê dajot ket. Yek ji zêrevanên me bi hawara wî ve çû û karî wî ji nav avê derbixe. Me ew gihande nexweşxaneya Zaxo, lê ji ber giraniya birînê li wir jiyana xwe ji dest da";. + +Çavkaniyê tekîd kir ku zêrevanên sînor ên Iraq ";bi ti awayekî yek gule jî ne berdane";, lê wî negot ka ew gule ji aliyê leşkerên Tirkiyê yan jî YPGê ve hatine berdan. + +Malbata Mewlûd ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku ew nizanin kî kurê wan kuştiye. + +Cenazeyê Mewlûd îro derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin û wê li gundê wî li Zihêriyê were veşartin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê KNKê Rojan Hazim, li ser aloziya navbera PYD û PDKê ya ji ber kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava got, eger ew xendeq tenê bo parastina ewlehiyê be pirsgirêk nîne. Li ser girtina deriyê Sêmalka jî Hazim, got, derî li kîjan alî were girtin rast nîne. + +Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku baregeha wê li bajarê Brûksela paytexta Beljîkayê ye, bi fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê re civiya. + +Endamê Şanda KNK Rojan Hazim, pşitî civînê ji Rûdawê re got ku wan rêze serdanek di nava partiyên Bakûr, Başûr û Rojava de kirine û kirîza niha li Rojhlata Navîn ku bandorê li ser Kurdistanê jî dike, gotubêj kirin. + +Derbarê aloziyên navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî Hazim got, li kîjan alî deriyê sînorî bê girtin ew rast nabînin. + +Wî endamê KNKê li ser xendeqa ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de tê kolandin,wiha got: ";Eger ji bo parastina ewlehiya Başûrê Kurdistanê be ne pirsgirêk e."; + +Rojan Hazim da zanîn ku wan daxwaz ji PDKê kirine ku wê pirsgirêkê dirêj nekin ji ber ku zirarên wê ji kurdan re hene. + +Endamê şanda KNKê destnîşan kir ku tengahiya pêwendiyan bandora nerênî li ser Rojavayê Kurdistanê dike û diyar kirk u wan ji PYDê re gotine ku pêwsît e hemû aliyên Rojava di rêveberiya wî beşê Kurdistanê de beşdar bibin lê PYDê gotiye, ew hewl didin bi opozîsiyona Sûriyê re jî lihev bên da ku dawî bi wan pirsgirêkan bînin. + +Rojan Hazim li bara daxuyaniyên ên tûj di navbera partiyên kurdî de got: Em daxwaz dikin ku uslûbeke baş bê bikaranîn ku di paşerojê de lê poşman nebin. + +Wî siyasetmedarê kurd derheqê nakokiyên navbera ENKS û PYDê de jî got, me ji herdu aliyên Rojava xwastiye ku emê navbeyinkariyê bikin ku herdû alî bi hevre rûnên û pirsgirêkên xwe ne li Hewlêrê, belkî li Qamişlo çareser bikin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, du welatiyan kurd di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, hat zanîn yek ji wan karmendê Asayişê yê girêdayî PDKê ye. + +Berpirsê polîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê Serhed Qadir, ji Rûadwê re got, şeva borî karmendekî Asayişê yê PDKû kesekî din ku bi hev re li ber deriyê mala karmendê Asayişê bûn rastî êrişa çekdarî hatin. + +Serhed Qadir da zanîn, di bûyerê de karmendê PDKê di cih de jiyana xwe ji dest da lê kesên din ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxanê can da. + +Berpirsê plolîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê her wiha da zanîn, hêzên ewlehiyê 2 bombên vedayî li nav bajêr pûç kirine lê bombek bi mala serbazekî iraqî ve teqiya lê ti zirareke canî bi xwe re nehaniye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şêwirmendên fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî, di heyama du rojên borî de ";bi veşartî"; digel rayedarên YNK, PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîne. + +Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YNKê gihîştine Rûdawê, şêwirmendên Qasim Silêmanî yên bi navên Serdar Mescidî û Mihemed Ceifer Sehrarûdî, roja duşemê (14.04.2014) serdana bajarê Silêmaniyê irine û bi berpirsên YNKê re rûniştine. + +Li gorî agahiyan, YNKê ji wan rayedarên îranî xwestiye di mesela pişka YNKê di hikûmetê de fişarê bixin ser Gorran û PDKê da ku li hember daxwaziyên YNKê bi taybet bo wergirtina Wezareta Pêşmerge razî bibin. + +Hat zanîn, serdana wan her du şêwirmendên fermandeyê hêza Quds bo Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza YNKê bûye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Serdar Mescidî ji YNKê daxwaz kiriye ku piştî hilbijartinên Iraqê pişta Nûrî Malikî bigirin da ku bikaribe bo cara sêyemîn bibe serokwezîrê Iraqê, li hember vê yekê, YNKê 3 tişt ji wan xwestiye: PDKê razî bikin ku Wezareta Pêşmerge ku niha PDKê daye Gorranê, ji YNKê re be, ji Gorranê bixwazin ku li Silêmaniyê arîşeyan ji YNKê re çêneke her wiha di pêkanîna hikûmetê de lezê neke. + +Berpirsekî YNKê ku haya wî ji serdana şanda îranî hebû, ji Rûdawê re got, Serdar Mescidî piştî ku bi YNKê re hevdîtin pêk anî, bi tenê bi organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa re hevdîtin pêk anî. + +Li gorî wî berpirsê YNKê, Mescidî ji Newşîrwan Mistefa xwestiye, di pêkanîna hikûmetê de lezê nekin û bila bimîne piştî hilbijartinên Iraq û encumenên parêzgehên Kurdistanê. + +Hat zanîn, Mihemed Ceifer Sehrarûdî û Serdar Mescidî, paşê serdana Hewlêrê kirine û bi serokwezîr û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîne. + +Dihok (Rûdaw) – Asayişa PYDê li ser sînorê Sêmalka, Endamê Serokatiya PDK-Sûriyê Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê di dema vegerê de bo Rojavayê Kurdistanê girtin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, îro danê êvarê dema endamê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê dixwestin bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojava bibin, ji aliyê hêzên asayişê yên Kantona Cizîrê ya PYDê ve hatin girtin. + +Agirî (Rûdaw) – Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê, pişt betalkirina encamên hilbijartina şaredar ku namzedê BDPê Sirri Sakik qezenc kiribû, heta lidarxistina hilbijartina nû, şaredarekî demkî hat destnîşankirin. + +Ji ber bertek û nerazîbûnên Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP), encamên hilbijartina şaredarê bajarê Agirî piştî 15 caran jimartin, ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ve hat betalkirin. + +Ji ber wê jî biryar hat dayîn 1ê Hezîrana îsal cardin hilbijartin were kirin. + +Bo tijîkirina valahiya şaredar, alîkarê waliyê Agirî yê bii navê Ercan Ateş wek şaredarê demkî yê bajêr hat destnîşankirin. + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê yên 30ê Adarê de, namzedê BDPê Sirri Sakik li hember namzedê AKPê bi ser ketibû lê ji ber nerazîbûn û bertekên AKPê, deng 15 caran hatibû hilbijartin, herî dawî encamên hilbijartina şaredarê Agirî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve hatibû betalkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber guhertina rewşa hewayê, 30% daristanên parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ber bi hişkbûnê ve diçe. Li gorî pisporan, eger rewş mîna niha bidome heta 60 salên din li Rojhilatê Kurdistanê dar û daristan namîne. + +Guhertina rewşa hewa û jîngehê bi taybet destkariyên mirov dibin sebeba metirsiyên giran li ser daristanên Rojhilatê Kurdistanê. + +Şewat, hişksalî, kêmbûna baranê, pîrbûn û nexweşketina dar û daristanan, bikaranîna zêde ya daran jî hinek sebebên din ên jinavçûn û nemana daristan û darên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne. + +Li gorî amar û agahiyan, di her saniyekê de 360 metr du car ji daristanên Rojhilat ji nav diçe, ev jî tê wateya wê ku di heyama her 5 salan de milyonek hiktar daristanên Kurdistanê ji nav diçe. + +Tê gotin, heta niha nêzîkî 33% daristanên Îranê ji nav çûye. + +Li gorî pîvanên navdewletî, ji her mirovekî re 0.8% daristan dikeve lê li Îranê ev rêje 4 caran kêmtir e û 0.2% e. + +Daristan karîgeriyên rasterast li ser jiyana mirov dike, ev jî di demekî de ye ku yek ji kêşeyên herî giran ên serdema niha têkçûna daristanan e. + +Li gorî pîvanên navdewletî, eger rûbera daristanên her welatekî ji 25% rûberê wî welatî kêmtir be wê çaxê ew welat ketiye nav kirîza jîngeh û daristanê lê rêjeya daristanên Îranê 7.5% ji rûbera welêt e. + +Daristanên 11 parêzgehên Îranê di metirsiyê de ne ku parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan de ne. + +Li parêzgeha Îlamê 640 hezar hiktar daristan heye ku bi qasî 87% rûbera parêzgehê ye, +Li parêzgeha Kirmaşanê, 822 hezar û 272 hiktar daristan heye, +Li parêzgeha Ormiyê nêzîkî 80 hezar hiktar daristan heye, +Li parêzgeha Sine jî 373 hezar û 328 hiktar daristan heye ku bi qasî 9.12% rûbera wê ye. +Kobanê (Rûdaw) - Partiyên Rojavayê Kurdistanê li ser xendeka ku di navbera Başûr û Rojava de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê kolandin, bûn du perçe. + +Nêrînên partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê derbarê kolandina xendeka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, bi 2 awayên ji hev cuda ne. + +Partiyên di rêveberiya demkî de li dijî kolandina xendekê ne, û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî, kolandina xendekê wekî mafekî normal ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê re bo parastina sînorê herêmê ji qaçaxcî û terorîstan dibînin... + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bang li her kesekî ku mafê wî yê dengdanê heye kir ku di roja hilbijartinê de dengê xwe bi kar bîne. + +Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Hewlêrê tevlî hilmetên propagendayên hilbijartinê yên PDKê bû û tê de gotareke kurt pêşkêş kir. Di vê hilmetê de zêdetirî 100 şitlên daran li taxeke hejaran li Hewlêrê ku ti park û baxek tê de nîne, ji aliyê namzedên PDKê ve hatin çandin. + +Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku hemû pirsgirêk di rêya sindoqên dengdanê re tên çareseririn, lewra daxwaz ji xelkê Herêma Kudistanê kir ku di roja denganê de biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li xelkê paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê kir ku di roja dengdanê de ew yek ji bîra wan neçe bê Hewlêr berî çend salan di çi rewşekê de bû û niha di çi rewşekê de ye. + +Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dengdanê jî tekîd kir û got ku pêwîste hemû kesek dengê xwe bi kar bîne. + +Cîgirê serokê PDKê herwiha got ";Deng bidin PDKê ji ber ku PDKê heta niha gelek zehmetî kişandiye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro çarşemê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Enqere bike û derbarê rewşa niha ya navçeyê, hilbijartinên Iraqê û pirsa enerjiyê de ligel rayedarên Tirkiyê gotûbêjan bike. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê vê serdanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku serdana serokwezîr Barzanî bi tenê yek roj e û li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e. + +Dizeyî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî wê îro ligel Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û berprisên din ên hikûmeta Tirkiyê re bicive. + +Derbarê pirsên ku wê li civînên li Enqereyê bên gotûbêjkirin de, Dizeyî got ku rewşa navçeyê, hilbijartinên Iraqê, rewşa Sûriyê û pirsa enerjiyê wê mijarên sereke yên gotûbêjên îro yên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Tirkiyê bin. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got ku rêjeyeke baş ji petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyên pertolê re gihiştiye Tirkiyê û li benderên wî welatî di embaran de hatiye komkirin. + +Dizeyî tekîd kir ku heta niha yek bermîla petrola Herêma Kurdistanê li Tirkiyê nehatiye firotin û ew li bendê ne ku derbarê firtona petrolê de ligel Bexdayê li hev bikin. + +Dizeyî herwiha got ku ew hêvîdarin ligel Bexdayê bigihine rêkeftinekê derbarê pirsa hinartin û firotina petrola Herêma Kurditanê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî 14 endamên kongreya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di 3yê vê mehê de li Hewlêrê hat lidarxistin, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, lê ew ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî 14 endamên kongreyê û 2 Kurdên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û li gundê Girbalat ji aliyê asayişa PYDê ve hatine girtin";. + +Xelîl herwiha got ku ";Piştî çend saetan her du Kurdên ne endamên kongreyê serbest hatin berdan û asayişa PYDê 7 endamên kongreyê ku di nav de endamê kmîteya navendî ya PDK-Sê Hacî Kalo û 5 jin hene, birin bajarê Dêrikê";. + +Xelîl diyar kir ku di nava kesên ku hatine girtin û birine Dêrikê de, endamekî komîteya navçeyî ya PDK-Sê bi navê Karmîran Hac Elî jî heye ku bi xwe ji gundê Elî Gamêş e û piştî ku bihîstibû endamên kongreyê hatine girtin, hatibû ser sînor. + +Derbarê her 7 kesên din de, endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl ku ew jî yek ji wan e, ji Rûdawê re got ";Şeva borî asayişa PYDê em her heft kes bi otombîlekê anîn ser sînor û bi zorê û bi teqandina guleyan em vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + +Asayişa PYDê ji girtiyan re gotiye ku wan bê destûr û bi rêyeke ne yasayî re sînor derbas kiriye, lê Xelîl diyar dike ku sedema girtinê siyasî ye û dibêje ";eger sedem ne siyasî be, ji ber çi ew 2 kesên ku ne endamên kongreyê bûn û ligel me derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, hatin berdan, lê hevalên me hinek hatin girtin û yên din jî bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + +Ebdilkerîm Xelîl tekîd kir ku berî ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, serdana mexfera asayişa PYDê li ser sînor kirin û bi destûra wan derbasî Başûr bûn. + +Rûdawê telefona navenda asayişa Dêrikê û navenda asayişa giştî li Qamişlo jî kir, lê bersivsa telefonê nedan. + +Hewlêr (Rûdaw)- 7 teqînana nahiyeya Qeretepe ya girêdayî parêzgeha Diyale hejand û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 xanî hatine wêrankirin. + +Berpirsê navçeya Qeretepe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sebah Ezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro dora saet 3yê serê sibehê 4 bombe li nav Qeretepe teqiyan, bombek ji wan di nav Huseyniyeke şîayan de teqiya û di encam de kesek bi navê Tariq Mihemed jiyana xwe ji dest da";. + +Ezîz diyar kir ku piştî wan her çar teqînan, ";3 bombeyên din li nav gundên ser bi Qeretepe ve teqiyan û ti ziyanên wê yên canî nebûn, lê 3 xanî di encama teqînan de hatin wêrankirin";. + +Ezîz herwiha got ku niha rewşa nahiyeyê aram e û hêzên Artêşa Iraqê li navçeyê ne ji bo kontrolkirina rewşê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 10 girtiyên din ên Ereb ku di şerê li bajarokê Til Berek li başûrê bajarê Qamişlo de hatibûn girtin, serbest berdan. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê îro çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku YPGê 10 girtiyên ji bajarokê Til Berekê ku li gundê Girbawî li başûrê rojavayê Qamişlo girtî bûn, azad kirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";ew 10 kes ku ev 50 roje girtî bûn, piştî derket destê wan di kuştina sivîlan de nîne, hatin azadkirin";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, YPGê ji Til Berek û gundên derdora wê nêzîkî 100 kesên Ereb girtibûn, lê pişt re piraniya wan hatine azadkirin. + +Di 21ê meha sibatê ya borî de, YPGê duyem car çalakiyek li Til Berekê û gundên derdora wê pêk anî û ew xistin bin kontrola xwe, lê piştî nêzîkî 15 rojan hêzên xwe ji bajarokê vekişandin. + +Ew cara duyem bû ku YPGê derbasî bajarokê Til Berekê dibû û piştî çend rojan hêzên xwe jê vedikişîne. + +YPGê cara yekem di 26ê kanûna 2013an de çalakiyek dan destpêkirin û di nava çend rojan de gotibû ku wê bajarokê Til Berek û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin. Lê di 7ê çile de ragihand ku çalakiya wan li Til Berekê bi dawî hat û hêzên xwe ji wir vekişandin. + +Piştî ku YPGê di 21ê sibatê de derbasî bajarokê Til Berek ku nişteciyên wê hemû Erebin bû, ji aliyê eşîrên erebî ve rastî gelek rexneyan hat, bi taybet eşîra Cibûran a ku ji rejîma Sûriyê ve gelek nêzîk e. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wê demê eşîrên Til Berekê çend daxwaz pêşkêşî YPGê kiribûn û di serî de jî vekişandina hêzên wan ji bajarokê û piştî wê xwestekê bi çend rojan, YPGê di 4ê adarê de hêzên xwe ji Til Berekê û gundên derdora wê vekişandin û rêveberiya wê herêmê ji xelkê wê re bi cih hişt. + + +Ormiyê (Rûdaw)- Biryar e îro 16ê nîsanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandanekê bê lidarxistin. + +Li gor zanyariyên ku ";Navenda Kurmanc"; li zanîngehên Ormiyê di heftiya borî de belav kirine, biryar e îro xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bên diyarkirin. + +Roja 1ê meha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan a Bêntul a zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin. + +Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû. + +Li gor zaniyariyan, çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn. Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin. + +Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû ";Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû";. + +Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda ";xwe kuştiye";, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe. + +Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin. + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li Amedê ji bo Kongreya Îslama Demokratîk ji aliyê koma vexwîneran ve naveroka bangewaziyê ji çapemeniyê û raya giştî re hate xwendin. Metin bi her sê zimanên kurdî, tirkî û erebî hat xwendin. + +Kongreya Îslama Demokratîk wê 10 û 11ê gulanê li Amedê were li dar xistin. + +Di Kongreyê de mijarên wek pêvajoya aştî û çareseriyê, di Îslamê de şer û aştî , di îslamê de jin û di Quranê de bindestî û desthilatdarî dê werin gotûbêjkirin. + +Hate zanîn ku dê ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê û ji gelek deveran zanayên olî tevlî Kongreyê bibin. + +Ev kongre li ser pêşniyara rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatibû rojevê û Ocalan gotibû ";bi giyanê Şêx Saîd û çarçoveya rêkeftina Medînê dikare pêk were";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku eger Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevlî hikûmetê nebê dê şûna wê vala bimîne. Mîranî diyar kir ku YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye. + +Derbarê civînên sibê yên şanda danûstandinan a PDKê ligel aliyên din de ku li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Xelkê Kurdistanê wê sibê nûçeyên xweş bibihîsin";. + +Mîranî herwiha got ";Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê wê were hilbijartin";. + +Derbarê axaftinên ku vê dawiyê di nav serkirdatiya YNKê de tên kirin de û tê de gefa wê yekê dixwin ku ewê reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê vegerînin parlamentoyê, sekreterê polîtbîroya PDKê got ";Destûr bi yek partiyê venagere parlamentoyê û bi yek partiyê jî nayê serastkirin";. + +Fazil Mîranî derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de got ";YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku dewleta serbixwe ya kurdî di rê de ye, wezareta derve ya Amerîka roja sêşemê bersiva vê daxuyaniyê da. + +Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de derbarê daxuyaniyên Barzanî de got ";Yekparçeyîya Iraqê hîn armanca Amerîka ye";. + +Psaki got ";Hûn dizanin ku pêgeha me heta radeyeke mezin nehatiye guhertin. Em li ser piştgirîkirina Iraqeke federal, demokrat, berfereh û yekgirtî berdewam in. Em ji hemû aliyên Iraqê dixwazin ku kar ji bo bidestxistina vê armancê bikin";. + +Daxuyaniyên Barzanî ku di hevpeyvîneke ligel televizyona Skynews a erebî de ragihandin, di demekê de tên ku heftiya borî nûnerê wezareta derve ya Amerîka Brett H. McGurk kar ji bo nêzîkkirina helwestên Bexda û Hewlêrê dan. + +Di bersiva pirsekê de ku gelo daxuyaniya Barzanî nayê wateya şikestina wan hewlên Amerîk, Psaki got ";Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bi dawî nehatine. McGurk hîn hewlên xwe derbarê vê pirsê de berdewam dike";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê hevpeyvîna xwe de got ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û kes nikare vî mafê siruştî ji Kurdan bistîne û rê lê bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mamê hemwelatiyê Rojavayê Kudistanê yê bi navê Mewlûd Nezîr Hac Yûnis ku roja duşemê li sê goşeya navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi guleyekê hat kuştin, Sadiq Hac Yûnis nûçeya malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derewand. + +Malpereke nêzîkî PYDê bi navê ";hawarnews"; li ser zarê Sadiq Hac Yûnis wiha nivîsandiye: ";Piştî ku em ji komîteya têkiliyan (rêveberiya deriyê Pêşabûrê) derketin, peyamnêrê Rûdawê berve min hat û ji min xwest ez bêjim Mewlûd ne ji aliyê pêşmerge ve hatiye kuştin";. + +Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo derxistina rastiya wê nûçeyê telefona Sadiq Hac Yûnis li gundê Zihêriyê yê Rojavayê Kurdistanê kir û wî di bersivê de nûçeya wê malperê derewand. + +Sadiq wiha ji Rûdawê re got ";Li ser sînor peyamnêrê Rûdawê telefona min kir û xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got qisûra min efû bike ez westiya me û ez nikarim biaxifim";. + +Sadiq herwiha got ";Peyamnêrê Rûdawê ji min re negotiye filan tiştî bêje û bi tenê xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got ez westiya me û nikarim tiştekî bêjim";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermedê Kurd Ferhad Tunc û rojnamevanê navdar Hasan Cemal û Erdal Er bi serdanekê gihiştin Rojavayê Kurdistanê. + +Ferhad Tuncel ku li Bakurê Kurdistanê dimîne, roja 13ê mehê berê xwe dabû Qendîlê û li wir ligel rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rûniştibû. + +Herwiha piştî ku ji Qendîlê vegeriyabû, roja 14ê mehê berê xwe dabû bajarê Silêmaniyê û li wir j ligel partiyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê civiyabû. + +Ferhad Tunc, îro 16.04.2014, li ser rûpela xwe ya Twitterê de ragihand ku, ew û rojnamevanên navdar Hasan Cemal û Erdal Er nija li Rojavayê Kurdistanê ne û bi germî ji aliyê xelkê ve hatine pêşwazî kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê xortekî xwe û evîndara xwe kuşt ji ber ku malbata keçikê razînebû ku keça xwe bidin wî da ew her du hevjîniyê pêk bînin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Efrînê ragihand ku xortê bi navê Berzo ji gundê Burc Ebdalo xwe û evîndara xwe ya 18 salî kuşt ji ber ku çend caran daxwaza destê keçikê ji malbata wê kiribû lê malbat razî nebû ku keça xwe bidinê. + +Piştî ku malbata keçikê bi ti awayekî razî nebûn ku keça wan bibe hevjîna Berzo, Berzo û evîndara xwe rêkeftin ku li cihekî dûr ji gund hev bibînin û jiyana xwe bi hev re bidawî bînin. + +Yek ji kesên nêzîkî Berzo ragihand ku ";Berzo û evîndara xwe bi guleyan xwe kuştin, destpêkê Berzo evîndara xwe kuşt û piştire wî jî xwe kuşt."; + +Li gor zaniyariyan jî ji ber ku Berzo alîgirê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê bû malbata keçikê, ku alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne, razî nebûn ku keça xwe bidinê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Berhem Salih ragihand ku danûstandinên wan ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewamin û heta niha ew negihiştine ti rêkeftinekê. + +Di çarçoveya serdanekê de bo polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Berhem Salih di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Gotûbêjên me ligel PDk berdewamin û em ligel kak Mesûd û kak Nêçîrvan jî axivî ne."; + +Herwiha amaje kir ku hê ew ligel PDk negihiştine ti rêkeftinekê desrbarê pêk anîna hikûmetê. + +Derbarê daxuyaniya Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranî, ku gotibû ew dê hikûmtê bêy YNK pêk bînin, Berhem Salih got ku ew çavlirêy gotûbêjan in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibe, Pêncşemê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi gereke din ya danûstandina dike, bo mebesta pêk anîna hikûmetê, li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê jî dê PDK rêkeftinê ligel Tevgera Gorranê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îsalmî ya Kurdistanê îmze bike. + +Berî niha, endamê şanda danûstandinan a PDK Dilşad Şihab ji Rûdawê re ragihandibû: ";PDK ligel wan aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin, rêkeftinê îmze dike."; + +Li gor wê daxuyaniyê jî, ew her sê alî razî bûne bo beşdarîkirin di hikûmetê de, lewma PDK dê rêkeftinê ligel wan îmze bike û her têbîniyek jî hebe dê di civîna sibê de bê yek alîkirin, bi taybetrî yekalîkirina pişka Yekgirtû, ku daxwaz dike ku wezareteke din li şûna Wezareta Kareba werbigire. + +Di vê bare de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtû, Mihemd Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku PDK soz daye ku wê wezaretê bo wan biguhere û got: ";Emê siba rêkeftinê îmze bikin û ji wê zêdetir paşnaxin."; + +Derbarê civînên sibê yên şanda danûstandinan a PDKê ligel aliyên din de ku li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Xelkê Kurdistanê wê sibê nûçeyên xweş bibihîsin";. + +Mîranî herwiha got ";Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê wê were hilbijartin."; + +Herwiha derbarê egere beşdarînekirina YNK jî, Mîranî got: ";Eger YNK beşarî neke, dê şûna wê nemîne vala."; + +Ji aliyê xwe serokê şanda danûstandina ya YNK, Berhem Salih di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Gotûbêjên me ligel PDk berdewamin û em ligel kak Mesûd û kak Nêçîrvan jî axivî ne."; + +Herwiha amaje kir ku hê ew ligel PDk negihiştine ti rêkeftinekê desrbarê pêk anîna hikûmetê. +Derbarê daxuyaniya Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranî, ku gotibû ew dê hikûmtê bêy YNK pêk bînin, Berhem Salih got ku ew çavlirêy gotûbêjan in. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda BDPê ku li meha tîrmeha 2013an bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re hevdîtin pêk anî, ragihand ku Ocalan pêşinyariya kiriye ku, di hilbijartinên şaredariyê de, li bakûrê kurdistanê bi navê partiya BDPê, û li Tirkiyê bi navê HDPê têkevin hilbijartinê, û piştre wê endamên perlemanê yên BDPê tevlî HDPê bibin, û di bin navê HDPê de li tevayî Tirkiyê kar bikin. + +Li ser biryara Ocalan partiya HDPê hat damezrandin, û Sırî Sureya Onder, Levent Tuzel, Ertugrûl Kûrkçû, Erol Dora û Sebahat Tuncel wek perlementer ji BDPê derbasî HDPê bûn, lê li gor encamên hilbijartinê, û tevî ku HDPê nîzîka milyon dengî li Tirkiyê bi dest xwe ve anî, lê nikarî ti şaredariyan bi dest bixe, lê BDPê karî li kurdistanê 11 şaredariyên bajaran, û bi dehan şaredariyên navçiyan bi dest xwe bixe, ev encamên hilbijartinan bandora xwe li ser tevlîbûna endamên BDPê ji HDPê re dike, û nerazîbûneke mezin ji mijarê di nav partiyê de tê jiyan kirin. + +Li gor agahiyên ku tora medya Rûdaw bi dest xwe xistine, gelek rayedarên BDPê nerazîne ku partiya wan tevlî HDPê bibe, ji ber wê jî kongireya tevlîbûna BDPê û HDPê tê bi paş xistin. + +Biryar bû ku piştî helbijartinan partiya Aştî û demokrasî BDP û partiya demokartîk ya Gelan HDP kongreya xwe pêk bînin û gorî çavkaniyan jî dihat payîn ku kongre meha gulanê pêk were û parlementerên BDP ji partiya xwe istifa bikin û beşdarî HDPê bibin. + +Li gorî agahiyên çavkaniyeke nêzikî BDPê ji Rudawê re ragehandine, di nava BDP ê gellek parlementer naxwazin ku ji BDPê îstifa bikin û tevlî HDPê bibin. + +Çavkaniya ku nazwaze navê wî eşkere bibe dibêje li ser istifa kirina parlementeran di nav partiyê de arişeyên mezin hene û ji ber wê jî dibe ku kongire ji bo meha hizîranê bê bi paş xistin. + +Heman çavkanî wê yekê jî radigehîne ku li gellek navenda gellê kurd jî neraziye ku parlementerên BDP tevlî HDPê bibin. + +Çavkanî dibêje ev mesele dê li Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bê gotûbêj kirin û dûv re dê biryarek bê dayîn. + +Pirofîsor û civaknasê Tirk Îsmaîl Beşikçî jî di rojên borî de rexneyên xwe li ser wê tevlîbûnê kir û got, ez wê gavê û partiya HDPê watedar nabînim, pêwîste gelê Kurd li ser xaka xwe Kurdistan siyasetê bike û rêveberiyên xwe lidar bixin, û xwe bi xwe birêve bibin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya Rûdawê (245) îro bi çend mijar û babetên girîng û balkêş ket ber destê xwendevanan. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdaw, her hete roja pêncşemê derdikeve û li seranerê Ewropa xwendevan dikarin bi dest bixin. + +Di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de, serokwezîrê berê yê Libnanê behsa wê yekê dike bê ji ber çi Kurd ji bo welatê wî girîng in. + +Çend babetên taybet bi Kurdên Almanya jî di vê hejmara nû de cih digirin wek pirsa cot-hemwelatîbûn bê gelo li Almanyayê qanûnî ye yan na. + +Herwiha babtek li ser grûpa Ansar al-Îslam ku wek grûpeke ";terorîstî"; li Başûrê Kurdistanê û welatên Rojava tê naskirin, heye ku niha ji nû ve xwe li Swîsreyê ava dikin. + +Li ser Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî, Rûdawê cihek ji bo pirsa îslamiyên Sûriyê û lêborîna ku general Selîm Îdrîs ji Kobanê xwestiye, veqetandiye. + +Di hejmara 245 a Rûdawa Ewropa de, mijarên li ser zêdebûna hejmara penaberan li Başûrê Kurdistanê û yekîtiya partiyên Rojhilatê Kurditanê jî hene. + +Herwiha hevpeyvînek ligel Emîndarê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî hatiye kirin + +Di beşa hunerê de jî, Ebrû Yaşar di hevpeyvîneke Rûdawê de behsa Kurdbûna xwe û jiyan û hunera xwe dike. + +Çend gotarê bi nirx jî hene li ser mijarên cir bi cur. Rûpela ji bo zarokan jî vê carê gelek rengîn e. + +Enqere (Rûdaw)- Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan re got ku wê hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dawiya heftiyê pêk were. + +Pervîn Buldan û parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik, ji bo hevdîtîna bi Ocalan re bi wezîrê dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anîn. + +Buldan derbar hevdîtina bi Bozdag re ji DÎHAyê ragihand ku ewê dawiya vê heftiyê biçin Îmralî û ti astengî li pêşiya wan tine ne. + +Şadna BDP û HDPê herî dawî di 9ê adarê de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. + +Ev hevdîtin wê ya yakemîn be piştî hilbijartinên herêmî. + +Tê pêşbînîkirin di hevdîtina navbera şanda BDP û HDPê ligel Ocalan de, nameya ku KCKê ji Ocalan re nivîsandibûn û herwha encamên hilbijartinên herêmî û rewşa pêvajoya aştiyê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxyaniyekê de girtina endamên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";Hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gaveke istifzazî avêt û nehişt endamên kongreya yekgirtinê vegerin welat";. + +Polîtbîroya PDK-Sê diyar kir ku di 15ê vê mehê de hêzên ser bi PYDê ve grûpeke endamên wan, rojekê di zindanê de hiştin û bi zorê 7 endamên wan vegerandin Başûrê Kurdistanê. + +Di daxyaniyê de hatiya diyaririn ku ";di dîroka navçeyê de ti carî çênebûye ku hêzeke çekdarî hemwelatiyên xwe bi zorê derdixe welatekî din û nahêle vegerin welatê xwe";. + +Polîtbîroya PDK-Sê herwiha got ";Ev gav, destpêkeke ne baş e di mamelekirina ligel partiya me ku di kongreyê de li ser destpêkirina diyaloga biratiyê ligel hemû aliyan û prastina yekrêziya Kurdan tekîd kiriye";. + +PDK-Sê herwiha daxwaz ji PYDê kir ku ";bi cidî çavekî bi tedbîrên xwe re derbas bike ku ligel berjewendiya gelê Kurd û doza wî ya neteweyî naguncin";. + +Derbarê girtina deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê de, polîtbîroya PDK-Sê got ";Girtina Sêmalka ziyanê digihîne berjewendiyên beşeke mezin ji gelê me, ji ber ew deriyekî mirovahî ye û nabe têkeve milmilaneyên teng ên partiyan";. + +Efrîn (Hewlêr)- Yekîtiya Ragihandina Azad a Kantona Efrînê rê neda peyamnêrê Tora Madyayî ya Rûdawê ku merasîma cejna Çarşema Sor a Êzdiyan bişopîne. + +Duh çarşemê dema ku peyamnêrê Rûdawê gihişt gundê Feqîra li Herêma Efrînê ku hemû nişteciyên wê Kurdên Êzdî ne, karmendên ";Ragihandina Azad"; nehişt ku merasîmên cejna sersala Kurdên Êzdî bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê li Efrînê got ku ";karmendên Ragihandina Azad jê re gotine nabê ku ew merasîmê rûmal bike";. + +Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku dema wî serdana navenda Ragihandina Azad li bajarê Efrînê kir, berpirsên navendê jê re gotin ku ne ji desthilatên wan e ku molet û ruxsetê bidin dezgehên ragihandinê. + +Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku ";Ragihandina Azad jê re gotiye ku divê ew serdana asayişê bike da ku di rêya wezareta navxwe ya Kantona Efrînê re moletê ji bo rûmalkirinê werbigre, lê dema serdana navenda asayişê kiriye ti karmend li navendê tine bû";. + +Tevî ku Çarşema Sor, cejna sersala kurdên Êzêdî, cejneke olî ye û ne boneyeke hizbî yan jî siyasî ye, rê li pêş rûmala Tora Medyayî ya Rûdawê hat girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina 2 girtyên siyasî yên Kurd bi navên Mihemed Ebdullahî û Mistefa Selîmî pejirand. + +Çavdêrên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku briyara bidarvekirina Mihemed Ebidullahî (35 sal) ku xelkê bajarê Mehabadê ye û Mistefa Selîmî ku xelkê bajarê Seqzê ye, ji aliyê dîwana bilind a Îranê ve hat pejirandin. + +Mihemed Ebidullahî roja 24ê adara 2010an di mala xwe de hat girtin û li 19ê nîsana 2013an bi tometa ";dijayetiya xweda"; di rêya alîkarîkirina partiyên Kurd ên opozîsiyona Îranê"; di şaxê yekem ê dadgeha Înqîlaba bajarê Mehabadê cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Mistefa Selîmî di 8ê vê meha nîsanê de wek nerazîbnûnekê li er pejirnadina cezayê bidarvekirina wî, ket girevê û hêzên ewlekariyê di îro ew xistin odeya takekesî. + +Mistefa Selîmî xelkê gundê Îlû ya devera Tîleko ya Seqzê ye û bi tometa ";endamê patiyeke kurdî ya dijî rejîmê ye"; li bajarê Nehawend li parêzgeha Loristanê hat girtin. Pişt re bi tometa ";hewldan li dijî ewlekariya neteweyî di rêya dijatiya xweda"; cezaya bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredara bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ragihand ku Tirkiye mercên xweseriya rêveberiyên xweser ya Yekîtiya Ewropa îmze kiriye û îmzekirina van mercan tê wateya ku mafê xweseriyê qebûl kiriye. + +Kişanak ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku tevî ku Tirkiyê ew peymana xweseriya Yekîtiya Ewropa îmzekiriye, lê heta niha ew qanûnên wê bi cî ne anîne û bi van helwestên xwe peymanê vala derdixe. + +Gultan Kişanak destnîşan kir ku pêwîste ew xalên wê peymanê bên pêkanîn û got ";Tiştê herî girîng ewe ku pêwîste xweseriya darayî çêbibe, ji ber ku heta niha ti faydeyeke çavkaniyên aborî yên herêmê ji şaredariyan re tine ye";. + +Hevşaredara bajarê mezin a Amedê da zanîn ku eger rêveberiyên herêmî nûnertiya vîna gel dike, divê tevayî çavkaniyên sererd û binerd ên di nav herêma şaredariyê de radestî şaredariyê bên kirin. + +Dêrik (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Hacî Kalo ragihand ku ew îro sibehê hat azadkirin û bi zorê ji aliyê asayişa bajarê Dêrikê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ji Rojava hat derkirin. + +Hacî Kalo roja 15ê vê mehê ligel 12 endamên din ên kongreya damezirandina PDK-Sê ku li Hewlêrê hat lidarxistin, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, lê ew li ser sînor ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman rojê de asayişê 6 kes birin Dêrikê û her 7 kesên din bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê. + +Hacî Kalo ku di kongreyê de wek endamê komîteya navendî ya PDK-Sê hat hilbijartin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ev 3 roj bûn ew di zindana mezin a Dêrikê de girtî bû û asayişa PYDê lêkolînê ligel wî kir";. + +Hacî Kalo ku xelkê herêma Dêrikê ye diyar kir ku îro asayişa PYDê biryar da wî ji Rojavayê Kurdistanê derbike û got ";Hêzên asayişa PYDê ez anîm ser sînorê Başûrê Kurdistanê di navbera her du gundên Kelhê û Girbalat de û ji min re gotin ku hûn kadirên PDK-Sê bi Rojava ve ne westiyane û xebat nekirine û ti pêwîstya Rojava bi we nîne";. + +Hacî Kalo herwiha got ";Di lêklolînê de ez rastî îşkenceyê ne hatime, lê ez xistibûm odeyeke takekesî de û hemû pirsên wan li ser sedema kolandina xendeqê bûn û ji ber çi PDK-Sê kolandina xendeqê şermezar nekiriye";. + +Endamê serkirdatiya PDK-Sê diyar kir ku ew bi agehdariya asayişa PYDê ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û 500 lîreyên sûrî daye hêzên asayişê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- meha sibata 2014an parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mûşê Sirî Sakik ragihand ku gendelî di hikûmetê de çêbibe yan çênebe ne xema wî ye, ji ber ku eger ew pere ji budceyê neyê dizîn jî wê hemû bibe çek û pê li Kurdan bê xisti. Wê demê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ew rexne kir û got ku kê gotiye gendeliya hikûmetê Kurdan têkildar nake, ew ne raste û Sakik şaş kiriye. + +Roja 16ê nîsanî carek din Sirî Sakik ji aliyê BDPê ve hat rexne kirin, vê carê jî ji ber spasiya rêxistina MÎTa Tirkiyê kiriye. + +Ev çend rojin li Parlementoyaa Tirkiyê qanûna girêdayî karûbar, desthilat û peyrewa rêxistina îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) tê gotûbêjkirin û heta niha li ser 11 xalan lihevkirin çêbûye û hat qebûl kirin. + +Derbarê gengeşeyên li ser qanûna MÎTê de, parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirî Sakik di parlamentoyê de axifî û got ";Cara yekeme di dîroka Tirkiyê de MÎT rêveberiya pêvajoyekî wiha wek pêvajoya aştî û çareseriyê dike û eger ew rêxistin kariye li hemebr ewqas guvêş û êrîşan li ber xwe bide, BDPê wê wek temaşevan nemîne û ez serokê wê rêxistinê Hekan Fîdan û hevalên wî spas dikim";. + +Axaftina Sirî Sakik bertekeke tund ji aliyê BDPê li ser zimanê cîgira serokê koma BDPê li parlamentoyê Perwîn Buldan dît. Buldan bersiv da axaftinên Sakik û got ";Heta ku bûyerên wek Roboskî, Gever, Licê û Parîsê li meydanê be, ti maf tine ye em MÎTa tirkiyê spas bikin û ez bawerim ku hevalê me Sirî Sakik ji ber ku bi şaşî mijar fêm kiriye ev spasî pêşkêşî MÎTa Tirkiyê kir";. + +Buldan di axaftina xwe derbarê karê MÎTê de destnîşan kir ku ";Rojava ji bo BDPê xeteke sor e û heta niha pirsgirêka şandina kemyonên çekan ji aliyê MÎTê ve ji bo rêxistinên Îslamiyên tundrew yên li dijî Kurdan li Rojava şer dikin, nehatiye aşkerekirin û darezandin, dîsa destê vê rêxistinê di kuştina yek ji rêveberên PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de heye û ew mijar jî ne hatiye zelalkirin, tevî ku ew gumanbarê ku hatiye girtin îsbat bû ku wî talîmatên xwe ji MÎTê girtibûn";. + +Perwîn Buldan aşkere kir ku ";eger kesek hebe bê spaskirin, pêwîste rêberê PKKê Abdullah Ocalan be, ji ber ku wî ev pêvajo destpêkir û ew bû sedema ku îro li Tirkiyê ji salekî zêdetir xwîn narije û dayik jî nagirîn, pêwîste di demeke herî nêzîk de ne tenê danûstandinên MÎTê bi qanûnan bê parastin, lê belê bingeheke qanûnî ji aliyê din yê pêvajoyê re jî bê dayîn";. + +Colemêrg (Rûdaw)- Li Taxa Berçelan a Colemêrgê kûçikekî ket gova pez û di kova pez ku 120 sewal hebûn, 50 sewal kuştin. + +şeva borî li taxa Berçelanê ya Colemêrgê kûçik ket gova pez a malbata Karagoz û 50 sewal kuşt. + +Li gor nûçeya DÎHAy, xwediyê sewalan Cemil Karagoz anî ziman ku li Colemêrgê tenê debara wan sewalkarî ye û ji xeynî vê yekê ti çavkaniyên wan a debarê tine ye. + +Karagoz got ku ";ji ber Kişlaya Leşkeriyê di nava taxê de ye, mirov jî bi şevê nikarin derkevin derve û ji ber kûçikên leşkeriyê ewlehiya wan tine ye";. + +Karagoz herwiha got ";Li vir tenê kuçikên leşkeriyê hene û kuçikên leşkeriyê sewalên me talan kirin";. + +Piştî bûyerê rêveberiya çandiniyê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorran li ser avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin û derbarê vê yekê de rêkeftinek îmze kirin. + +Îro şanda danûstandinan a PDKê ligel şanda danûstandinan a Gorran li Hewlêrê civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. + +Di kongreyê de serekterê polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ew ligel Gorran gihiştine rêkeftinekê dawî û rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin. + +Ji aliyê xwe ve serokê şanda danûstandinan a Tevgera Gorran Omer Seyid Elî daxwaz kir ku hemû aliyên serkeftî di hilbijartinan de tevlî hikûmetê bibin. + +Elî herwiha got ku heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê kargêrî yê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, derkirina endamê serkirdatiya partiya wan Hacî Kalo ji aliyê asayişa Dêrikê ve şermezar kir û wek ";tolhildaneke siyasî"; bi nav kir. + +Îro sibehê endamê serkirdatiya PDK-Sê Hacî Kalo piştî ku 3 rojan di zindana mezin a bajar Dêrikê ya asayişê de girtîbû, hat azadkirin. + +Kalo ji Rûdawê re got ku ew ji aliyê asayişa PYDê ve bi zorê ji Rojavayê Kurdistanê hat derxistin. + +Mihemed Îsmaîl derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Ew karê ku PYDê dike ji aliyê hemû kesekî ve tê şermezarkirin û bi ti awayekî xizmeta yekîtiya gelê Kurd nake, ji ber ku bi ti awayekî nabê kesek ji cih û war û ji nav malbata xwe ve bi zorê bê derxistin";. + +Îsmaîl herwiha got ";Derkirina endamên me ji aliyê PYDê ve tolhildaneke siyasî ye û gaveke gellekî metirsîdar e, ev yek jî ji ber helwesta partiya me ya neteweyî û niştimanî. Em vê yekê bi ti awayekî qebûl nakin";. + +Hacî Kalo ji Rûdawê re diyar kir ku ";di dema lêkolînan de, asayişa PYDê li ser sedema kolandina xendeqê jê dipirsîn û digotin ji ber çi heta niha PDK-Sê kolandina wê xendeqê şermezar nekiriye";. + +Li ser vê yekê, berprisê kargêrî yê polîtbîroya PDK-Sê got ku ";PYDê, deriyê Sêmalka ku deriyeke fermî ye û xelk hatin û çûnê tê de dikin û alîkariyên mirovahî di rêya wê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, bi aşkere digire, lê ew li dijî kolandina xendeqekê ye ku armanca wê rêgirtine li karê qaçaxçîtiyê";. + +Derbarê xendeqê de û ji ber çi heta niha PDK-S bi fermî daxuaniyek dernexistiye, Mihemed Îsmaîl got ";Kolandina xendeqê biryareke girêdayî Herêma Kurdistanê ye û em nikarin ji wan re bêjin ji ber çi hûn xendeqê li ser sînorê xwe dikolin û mafê PYDê jî tine ye ku bêje çima dikole, ji ber ku dema PYDê mexferan li ser sînor bi cih dike û sînor digire, Herêma Kurdistanê jê re nabêje ji ber çi te wiha kiriye";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftinê. + +Piştî rêkeftina PDK û Tevgera Gorran, PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li ser pêkanîna hikûmeta nû li hev hatin û rêkeftin îmze kirin. + +Serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê Fazil Mîranî û serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya Komelê Ebdilsetar Mecîd, piştî civîna her du şandan ji rojnamevanan re ragihandin, PDK û Komel li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmetê li hev kirine. + +Li gorî naveroka rêkeftinê, di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenek dê bibe para Komelê. + +Ebdilsetar Mecîd jî ragihand, Komelê biryar daye bi wergirtina wan wezaretan beşdarî hikûmeta nû bibe lê paşê dê li gorî hêza xwe hinek rêveberiyên din jî werbigirin. + +Nêzîkî 7 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorranê ku di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an ên Herêma Kurdistanê de wek hêzên yekem û duyem ên Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin, li ser pêkanîna hikûmetê û parvekirina postên kabîneya heştem rêkeftinek îmze kirin. + +Li gorî naveroka rêkeftina navbera PDK û Tevgera Gorranê ku îro li Hewlêrê hat îmzekirin, her du aliyan li ser ";derbaskirina rewşa niha ya Kurdistanê, xizmeta gelê Kurdistanê û encamdana berpirstiya netewî"; li hev kirin. + +Naveroka rêkeftinê wiha ye: + +Ji ber xatirê berjewendiyên bilind ên gelê me û cîbicîkirina berpirstiya netewî û niştimanî bo derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, anîna qonaxeke nû ya rêveberiyê ku armanca wê yekem xizmeta welatiyan e, em li ser xalên jêrê li hev hatin: + +Yekem: Pêkanîna hikûmetek binfireh û yekgirtî ku nûnertiya îrade û dengên hemû gelê Kurdistanê bike û hurmeta encamên hilbijartinan bigire, + +Duyem: Pêkanîna lêjneyek hevbeş ji hemû aliyên beşdarî di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dariştina bernameyek hevbeş a hikûmetê li ser bingeha reform û binecîkirina sazîbûnê li Herêma Kurdistanê, + +Sêyem: Aktîfkirina rola Parlamentoya Kurdistanê di encamdana erkên xwe de bi awayekî ku bikaribe bi şêweyekî serbixwe di dariştin û derxistina qanûan, çavdêrîkirin û lipeyçûna karên hikûmetê de tevbigere. + +Çarem: Cîbicîkirina prensîba şirîkatiyê di desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê de da ku hemû aliyên beşdar di hikûmetê de bibin şirîkê rasteqîn ê desthilat û cîbicîkirina biryaran. Li ser vê bingehê Tevgera Gorran bi vî rengî beşdarî hikûmetê dibe: + +a-Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê +b-Wezareta Pêşmerge +c-Wezareta Darayî û Aborî +d-Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê +e-Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî +f-Serokatiya Desteya Berhemanînê +g-Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin. + +Pêncem: Her du alî piştgiriya serxistina hemû bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi şêweyekî ku zaminê parastina azadiya ramanê, ewlehiya siyasî û çûna ber bi hilbijartinên zelal û dûrî fişar û cezayekî siyasî be. Bi vî awayî hefteya bê dê Parlamentoya Kurdistanê bicive da ku serokatiya parlamentoyê hilbijêre. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê, +Tevgera Gorran +17.04.2014 +Hewlêr + +Dihok (Rûdaw) – Lêjneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr û nerazîbûnên li hember vê yekê ragihand, asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê xelat sor e. + +Lêjneya ewlehiyê ya parêzgeha Dihokê, li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava daxuyaniyek da. + +Li gorî daxuyaniyê ku nusxeyek wê ji Rûdawê re hatiye şandin, lêjneya ewlehiyê ya Dihokê biryar daye, bo xatirê parastina ewlehiya bajar û deverên Herêma Kurdistanê, derzeke metirsîdar li devera sînorî ya Sihêla tijî bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew fişar û nerazîbûnên ku li dijî kolandina xendeqê tên nîşandan, fişara hêzên derve li dijî Herêma Kurdistanê ne ";lê em hemû aliyekî piştrast dikin ku asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê xeta sor e."; + +Tê zanîn, piştî kolandina xendeqê li se sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi tundî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabû, her wiha hinek partiyên Başûr jî piştgirî dan PYDê. + +Di daxuyaniya lêjneya ewlehiyê ya Dihokê de hatiye ziman ku di demên borî de ew hêla sînorî ji ber ku deşt e, bi zehmet dihat kontrolkirin û tê re qaçaxçî û bazirganiya madeyên hişber, çek û teqemenî dihat kirin her wiha derzek metirsîdar bû ku komên terorîstî dikarîn bi hêsanî derbasî na vî aliyê sînorî bibin. + +Di beşek din a daxuyaniya lêjneyê de wiha hatiye gotin: ";Mixabin PYD û hinek aliyên nav Herêma Kurdistanê dixwazin xelkê bixapînin. Lê em wan aliyan hişyar û agahdar dikin ku ev hewlên wan li dijî serweriya Herêma Kurdistanê ye û xizmeta parastina ewlehî û aramiyê nake."; + +Li gorî daxuyaniyê, xwepêşandanên alîgirên PYDê yên li ser sînor wek derxistina alozî û fitnetiyê hatiye nirxandin û hatiye gotin ku ew bi tundî PYDê hişyar dikin ku bi asayişa Herêm û canê welatiyan nelîze û li hember her bûyerekê berpirsiyar in. + +Lêjneya ewlehiyê ya Dihokê her wiha ragihandiye ku helwesta hinek aliyên Herêma Kurdistanê li hember kolandina xendeqê, li ser bingeha niyetek xirab e û li pişt vê aloziyê pilanên şêlû hene, armanca wê jî têkdana aramî û ewlehiyêya Herêma Kurdistanê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkeftina tîma Real Madrid di lîstika dawî Kûpa Şahê Spaniya de li himber tîma Barselona û bidestxistina nasnava (Kopa Del Rey) rojeva rojnameyên Spaniyayê bû. + +Rojnameya Marka ya Spanî wêneyekî mezin yê lîstikvanê R. Madrid, Bale li ser rûpela xwe ya destpêkê danîbû û ligel wêneyekî golparêzê R. Madrîd Kasilas. Herwiha Marka balkişand li ser bileziya Bale, yê ku gola serketina R. Madrid tomar kir, û ragihand ku navhatî di kêmtir ji yek xulekê de 58 metir derbas kirin û gola serkeftinê tomar kir. + +Li aliyek din rojnameya As wêneyekî mezin yê golparêzê R. Madridê, Kasilas belav kir ku kûpa Şahê Spaniyayê hilgirtibû, herwiha amaje dike ku Bale zilamê wê lsîtikê bû piştî ku gola serkeftinê di xuleka 84an de li ser Barselona tomar kir. + +Herwiha As amaje kir ku niha tîma R. Madrid ji nû vegeriya asta xwe ya normal, di himber de rahênerê R. Madrid Karlo Angelotti got: ";Niha me nasnava yekem bidest xist, pêwîste em hevrikiyê li ser nasnavên din bikin."; + +Rojnameya Sport ji aliyê xwe wêneyekê stêrka Barselona, Messi, li ser rûpela xwe ya destpêkê weşand û nivîsî: ";Ev serdem bidawî hat û serdemeke nû destpêkir";, herwiha serdêrekî din jî nivîsî: ";Real kûpa bir û serdemek bitemamî bidawî anî."; + +Herwiha Sportê balkişand ku golek bi tenê ne bes bû bo Barselona li himber êrîşên R. Madrid, herwiha amaje kir ku pêwîste guhrtinên mezin di nava tîma Barselona de bên encamdan û amaje bi astê xirab yê Messi jî kir. + +Li aliyê din rojnameya Mundo Diportivo nivsiye ku Barselona hefteyeke gelek xirab derbas kir ku tê de him ji Şampyoniyaya Ewropayê derket û him di La Ligayê de jî şikest. + +Mundo Diportivo wêneyekî lîstikvanê Barselona, Nimar jî belav kir ku li ser erdê rûniştiye û serê xwe tewandiye. + +Herwiha medyaya Spaniyayê ragihand ku dema îro lîstikvanên Barselona berê xwe didan yarîgeha xwe ku dest bi rahênana xwe bikin, hogirên Barselona yarîzanên xwe bi xeber û gotinên nexweş pêşwazî kirin, lewma yarîzanên Barselona neçar bûn di deriyê pişt yarîgehê ve derkevin û rahênana xwe nekirin + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de hewlesta xwe li himber rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pirsa pêkanîna hikûmetê ragihadnd û got ku wan pêşbîniya vê yekê dikirin û hemû rê jî li pêş biryara YNK vekirî ne. + +Îro, 17.04.2014, PDK û Tevgera Gorranê di kongreyeke rojnamevanî de ragihandin ku li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rê keftin. Di vê barê de, YNKê ragihand ku wan berî niha pêşbîniya rêkeftina PDK û Gorranê kiribûn. + +PDK û Gorran li ser parvekirina postên hikûmeta nû rê keftin û li gor wê rêkeftinê Gorran dê postên: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Serokatiya Desteya Berhemanînê û hinek saziyên din ku paşê tê eşkerekirin, werbigire. + +YNKê di daxuyaniya xwe de li himber vê rêkeftinê, ku li ser malpera wê ya fermî hatiye belavkirin, ragihand ku ew tekezî li ser helwesta daxuyaniya civîna dawî ya polîtburo û serkirdatiya YNKê dikin, ku îro şanda danûstandinan a YNêK gihandiye Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî. + +Herwiha YNKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku niha polîtburoya wê mijûlî şîrovekirin û gotûbêjkirina vê rêkeftina siyasî ye û ";Bêguman dê YNK li ser hemû pirsan birayar xwe di dema wê de ragihîne."; + +Di dawiya daxuyaniyê de YNK wiha ragihandiye: ";Bêguman hemû eger li pêş biryara siyasî ya YNK vekirî ne."; + +PDK ligel Komela Îslamî ya Kurdistanê jî rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê wê Komel di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenekê werbigire. + + +Colemêrg (Rûdaw) - Li çiyayê Meskanê yê Colemêrgê, li hember çêkirina qereqol û tevgera leşkerî 11 roj in ku berxwedana gel heye bi serketî bi encam bû. Piştî Waliyê Colemergê gav paşde avêt Rêxistina BDP’ê ya Bajêr çalakî ji bo niha bi dawî kir. + +Li dijî çêkirina kalekola li çiyayê Meskan û tevgera leşkerî ya li herêmê di 6’ê Nîsanê de li ser banga BDP’ê welatî ber bi çiyayê Meskan ve ku ketibûn rê ji 7 salî heta 70 salî bi sedan welatiyan dest bi berxwedaneke bi rojan kirin. Gel bi şev û roj deh rojan li çiyê nobet girt. + +Di meşa 14’ê Nîsanê de bi sedan welatî amade bûn û tevî hemû zext û êrîşên leşkeran jî piştî 4 saetan gihiştin lutkeya çiyê. Walî ku bi rojan ji hevdîtinan reviya piştî berxwedana gel bi xwe ji BDP’yiyan daxwaza hevdîtinê kir. + +Welatiyê bi navê Selahattîn Sayan ê ji serê xwe birîndar bibû îradeya xwe ya di berxwedanê de wiha anî ziman, "Em li çiyayê Meskan li ber xwe didin. Heta em encam bigirin wê berxwedana me bidome."; + +Waliyê Colemergê Kalkan ê bi rojan kes wek muxatab qebûl nedikir, piştî berxwedana gel gav paşde avêt û sûc avêt ser Fermandariya Bejayî ya Leşkerî. Walî diyar kir ku wê leşker ji herêmê vekişin. Li ser vê yekê rêveberiya bajêr a BDP’ê diyar kirin ku çalakiya wan bi serketî encam bûye û niha dawî li çalakiya xwe anîne. Di heman demê de BDP’yiyan diyar kirin ku eger tevgereke leşkerî bibînin wê careke din dest bi çalakiya xwe bikin. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê piştî xwepêşandan û daxuyaniya komeke girseyî ya gêncan, bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin bi molotofan hatin şewitandin. + +Şeva borî Civata Gêncên Dêrsîmê ya BDPê ku li Kolana Hunerê li hev civiyan, di bin navê pankarta ‘Em ê Rê Nedin Mêtingeriyê û Têkçûna Nirxên Me yên Rewiştî û Pîroz’ heta Meydana Seyîd Riza xwepêşandanek saz kirin. Piştî xwepêşandanê li meydanê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ";Li Dêrsîmê êrîşên li dijî civakê, bi navgînên şerê taybet ên wekî laşfiroşî û sîxurkirinê tên berdewamkirin";. + +Girseyê li dijî bîraxaneyên ku garsonên jin didin xebitandin, dirûşm berz kirin. Piştî daxuyaniya ku tê de dihat gotin ku ‘dê li hemberî ti êrîşekê bêdeng nemînin’; gêncên rûyên wan nuxumandî bi kevir û molotofan êrîşî bîraxaneyan kir. + +Piştî şewitandina du bîraxaneyan, çalakvan rastî mudaxeleya bi ava şid û gaza îsotî ya polîsan hat. + +Di encama molotofên çalakvanan de 2 bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin agir pê ketin. Bîraxaneyên ku agir pê ketin, pêş mudaxeleya agirkujê wesayîtên bi zirx (TOMA) şewata bîraxaneya yek bi temamî ya din jî beşekê şewateya wê vemirand. + +Di dirêjiya daxuyaniya çalakvanan de dihat îdîakirin ku ";bîraxaneyên garsonên jin dixebitînin, di bin navê garsoniyê de laşfiroşiya wan jinan dikin";. + +Pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de heta nîvê şevê li nav kûçeyên ku rêyên wan derdikevin ser Kolana Cûmhûriyetê berdewam kir. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Girtiyekî siyasî yê Kurd bi tometa ";endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike"; li Kirmaşanê hat bidarvekirin û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyariyê dide. + +Simko Xorşîdî duh sibehê li zindana Dîzêl li Kirmaşanê hat bidarvekirin û bi gotina çavdêrn mafên mirovan ên Kurdistanê, heta niha malbata wî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye. + +Simko ku xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di 28ê adara 2013an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Tehranê ve hat girtin. Bi gotina çalakvanên mafên mirovan, hêzên ewlekariyê di dema girtinê de teqe lê kirin û ew bi birîndarî girtin. + +Simko Xorşîdî piştî ku çend mehan di zindana îstixbarata bajarê Sine de bû, ew veguhestin zindana Seqizê û di nîsana 2012an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ve bi tomete ";endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike"; cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê ya sereke li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê cezayê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyarî da û bang li rêxistinên navdewletî kir ku derbarê vê yekê de bêdeng nemînin û gavên bilez bavêjin. + +Heftiya borî dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî pesend kir. Ebdullahî ji aliyê şaxê yekem ê dadgeha Mehabadê bi tometa ";endamê partiyeke kurdî ya neyarê Komara Îsalmî"; ye cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn. + +Mihemed Ebdullahî yê 33 sal, xelkê bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye û di 24ê cotmeha 2010an de bi guleyên hêzên ewlekariyê yên bajarê Mehabadê hat birîndarkirin û piştî ku li nexweşxaneyeke leşkerî ya Ormiyê hat dermankirin, ew birin zindana Supayê Pasdaran li Ormiyê û piştî lêkolînê ew veguhestin zindana Mehabadê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Altan Tan hişyarî da partiya xwe û ragihand ku eger BDPê tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe divê raya parlamenter û endamên xwe bistîne. + +Altan Tan tevlî programeke CNN Turk bû û derbarê pirsa tevlîbûna BDPê di nav HDPê de got ";Eger BDPê tevlî HDPê bibe ez bi tenê namînin û ezê jî tevlî HDPê bibim, lê pêwîste di şêwaz û mîkanîzma vê tevlîbûnê de raya parlamenter û hevserokên şaredariyan ên BDPê bê standin";. + +Ji ber ku Gultan Kişanak bûye hevseroka şaredariya bajarê mezin a Amedê, niha BDPê bê hevseroka jin maye, lewra pêwîste kongreya xwe li dar bixe. + +Derbarê vê yekê de Altan Tan got ";Dibe ku di kongreyê de biryar bê standin ku BDPê were hilweşandin û tevlî HDPê bibe";. + +Altan Tan herwiha got ";Em ne li dijî biryara tevlîbûnê ne, lê ez tenê dibêjim bila ev biryar bêy wergirtina nêrîn û raya parlamenter û hevserokên şaredariyan ên BDPê neyê dayîn. Divê em bizanbin wê hevserok û kadir kî bin, eger hevalên me bêjin hemû tiştek dê wek berê be, bila ew berdewam bikin û emê jî biçin malê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî kuştina du Kurdên Şebek li Mûsilê di her dû rojên borî de,hejmara Kurdên Şebek ên ku ji destpêka vê salê ve li Mûsilê hatine kuştin gihişte 30 kesî, hejmara giştî ya kuştiyên Şebek jî li sernaserê wê parêzgehê gihişte 1 heza û 380 kesî, ji bilî ku di heyama 8 salên borî de 7 hezar malbat ji tirsa êrîşên Musilmanan ji Mûsilê reviyane. + +Nênerê Şebek di encûmena parêzgeha Mûsilê de, Gezwan Dawdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji encama êrîşên berdewam ên grûpên radîkal li ser gundên Îzîdî û Şebekên Mûsilê, ji sala 2006an ve û heta niha 7 hezar malbatên Şebek, ku şêniyên taxên Gerac Şîmal, Teimîm, Neynewa Şerqî û Cezayirê bûn, ji Mûsilê reviyan û niha li kampên Tîbe, Zehra, Gedîr û Nûr li sînorê Bertela û Başîqe bi cih bûne."; + +Derbarê hejmara wan Kurdên Şebek ên ku heta niha hatine kuştin, Gezwan Dawdî got: ";Ji destpêka îsla ve û heta niha 30 Kurdên Şebek li Mûsilê hatine kuştin û hejmara kuştiyên Şebek li wê parêzgehê gihiştiye 1 hezar û 380 kesî, duh jî Kurdekî Şebek hat kutşin û pêr jî yekî din hat kuştin."; + +Navbûrî diyar kir jî ku: ";Ew grûpên radîkal gef li Kurdên Şebek xwearina ku ji Mûsilê derkevin û piştî ku ji Mûslê reviyan li ser xaniyên wan nivîsîne ";Ne ji bo kirîn û ne ji bo fiotinê"; ye."; + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çar bombeyên çandî li taxa Eskerî li bajarê Kerkûkê teqiyan û di encam de 3 polîs birîndar bûn. + +Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro 18.04.2014, danê nîvro, çar bombeyên çandî li taxa Eskerî li Kerkûkê teqîn";, wehrwiha aşkere kir ku ew bombe dema ku ji aliyê polîsan ve dihatin pûçkirin, teqiyan. + +Serhed Qadir ragihand jî ku: ";Ji encama teqîna wan her 4 bombeyan 3 birîndar ketin"; û ew bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Guwêlan a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, agir girte çend çadiran û di encam de 2 kes birînar bûn û 5 çadir şewitîn. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro pişî nîvro ji ber konataka elektrîkê agir girte 5 çadirên kampa Guwêlanê ya li nêzîk bajarokê Berderşê. + +Di encama şewata her pênc çadiran de, jinek û zarokek birîndar bûn û 5 çadirên koçberan jî şewitîn. + +Yek ji koçberên di nava kampê de ji Rûdawê re ragihand ku koçberan agir vemirandin berî ku otombîla agirvemirandinê bigihe. + +Kampa Guwêlan yek ji wan kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 3 hezar koçber tê de dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê Partiya Demokrara Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) civiya, lê wê şandê serdana berpirsên YNKê nekir. + +Îro şandeke PDK-Sê ku ji sekreterê wê partiyê Siûd Mela û endamên polîtbîroyê Ebdilbasit Hemo, Beşar Emîn, Mihemed Îsmaîl û Ebdilkerîm Mihemed pêk tê, serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê PDPKSê Ebdilhemîd Hec Derwîş civiya. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";serdana wan serdanke dostane bû û armanc jê bihêzkirina têkiliyên navbera PDK-Sê û PDPKSê û herwiha aktîvkirina karên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû. + +Mihemed diyar kir ku di civînê de her du aliyan tekîd li ser aktîvkirina rola ENKSê li Rojavayê Kurdistanê kir ku heta niha nikariye kongreya xwe li dar bixe. + +Di vê serdanê de şanda PDK-Sê ne ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ne jî ligel hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li bajarê Silêmaniyê ye, civiya. + + +Merîwan (Rûdaw) – Hat zanîn, li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, di nav 10 rojan de 8 kes ";bi awayên tarî"; hatine kuştin. Alîkarê serokomarê Îranê jî soza lipeyçûna wan bûyeran daye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav 10 rojên borî de li deverên cur bi cur ên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 8 kes bi awayên tarî hatine kuştin. Tê gotin, hemû ew kesên ku hatine kuştin bi werîsan hatine daliqandin û ";wisa didin xuyakirin ku bûyer xwekujî ye";. + +Pijîşkiya dadê yê bajarê Merîwanê jî ragihandiye, heta lêkolînên derbarê wan bûyeran de xilas nebin nikarin tiştekî bêjin û agahî bidin. + +Çalakvan û nûnerê berê bajarê Merîwanê li Parlamentoya Îranê Ebdullah Sohrabî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, heta niha tiştek eşkere nîne û nayê zanîn ka ev bûyer çawa çêbûne. Baweriya min bi berpirsên parêzgeha Sine tine ji ber ku ne pispor in jî cihê baweriyê ne. + +Ebdullah Sohrabî, da zanîn, li ser vê bûyerê bi alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên ayînî û etnîkî de Elî Yûnisî, hevdîtin pêk aniye û ew ji bûyerên han agahdar kiriye û ragihand, ji Yûnisî re pêşniyar kiriye lêjneyekê bo şopandina bûyerên Merîwanê pêk bîne, wî jî soz daye bi rêya parêzgariya Sine re bûyeran lêkolîn bike. + +Çalakvanê sivîl Ubeyd Zarêî, ji Rûdawê re got, xelkê bajêr gellekî ditirsin, heta niha nayê zanîn ka ew kesên han çima mirine. + +Navnîşanên kesên ku di nav 10 rojên borî de li Merîwanê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: + +Xortê 20 salî yê bi navê I.W., li devera Zirêbarê, +Xortekî 30 salî, li gundê Neçê, navê wî nehatiye zanîn, +Zilamekî 40 salî, bi navê I. li taxa Mûskî ya Merîwanê, +Zilamekî 32 salî bi navê B.B., li mala xwe de miriye +Zilamekî 30 salî, li ser pira gundê Lencawa, navê wî nayê zanîn, +Zilamekî 30 salî bi navê D.X., li devera Kanî Diyar, +Jin û mêrek, navên wan nehatiye zanîn, li ser rêya Esrawe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê Mihemed Pênciwînî, ragihand, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî rizamendî nîşan daye bo nehîştina aloziyên navbera PKK-PYD û PDKê bi rayedarên PKKê re hevdîtinan bike. +Siyasetmedarê kurd ê nêzîkî PKKê û yek ji damezirênerên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Mihemed Pênciwînî, ragihand bi mebesta çareseriya nakokî û aloziyên vê dawiyê di navbera PKK-PYD û PDKê de li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûye, bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye. +Mihemed Pênciwînî, ji Rûdawê re got, wî li ser daxwaza PKKê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye û da zanîn, Nêçîrvan Barzanî jî amadehiya xwe û partiya xwe nîşan daye ku bi rayedarên PKKê re bicivin. +Li gorî wî siyasetmedarê kurd ku wek kesekî nêzîkî Ocalan û PKKê tê nasîn, rayedarên PKKê her dem amade ne bi berpirsên PDKê re bicivin. +Pênciwînî her wiha ji her du aliyan xwest, ew şerê ragihandinê yê vê dawiyê ku ji ber kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava di navbera PKK-PYD û PDKê de çêbûye, bidawî were. +Ji aliyekî din, hevserokê Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed, li ser hewlên navbeyinkariyê yên Pênciwînî bo çareserkirina nakokiyên navbera PKK-PYD û PDKê li ser Rojava ji Rûdawê re got, her gava ku pêwîst bike em amade ne bi birayên xwe yên Başûr re bicivin, ti dujminahiyeke me bi wan re nîne. +Ebdilselam Ehmed her wiha diyar kir ku ew dixwazin birayên wan ên Başûr di parastina destkef û kantonên Rojava de alîkariya wan bikin. +Li gorî Ehmed, alozî û nakokî bi xêra ti aliyekî Kurdistanî nîne. + +Amed (Rûdaw)- Li gorî saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyê, Amed di nava bajarên ku ji jiyana xwe ne memnûn de ye. + +Li gorî lêkolîna vê saziyê, bajarê Amedê xelk ji aliyê memnûniyeta jiyana xwe ve di rewşeke neyînî de ye. Gelek sedemên cûda yên vê encamê hene. + +Xelkê Amedê gelek bûyerên giran ên siyasî, civakî û aborî derbaskirine û bivê nevê ev bûyer bandorê li bin hişê mirovan dike û dêrûniyê têk dibe. + +Her çiqas rêjeya Amedê ya li tevahiya Tirkiyê kêm be jî, li gorî bajarê Bakurê Kurdistanê keyfxweşiya mirovan li Amedê bilind e. + +Li Amedê rêjeya mirovên ku keyfxweşin %48 e. Ev jî tê wê wateyê ku li Amedê mirov bi piranî ne keyfxweşin. + +Lê dîsa jî li gorî pisporan, lêkolînên bi vî rengî her dem encameke tekez nadin. + +Enqere (Rûdaw)- Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya piştî 21 salan vegeriya Tirkiyê. Kaya bi balafirê gihişt balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê. Kaya li vê derê di bin çavdêriya polîsan hate dadgeha giran ya Enqere û li vê derê îfade dan dozger. + +Dema hatina Yaşar Kaya ya li dadgehê gellek rojnamevan, malbata kaya, nivîkar Îsmail Beşikçî, cîgirê serokê HAK-PARê Celal Yildiz û parêzerê wî Lewend Kanat pêşwaziya wî kirn. li ser navê malbata Yaşar Kaya hevjîna wî Yurda Alaca daxuyaniyek da rojnamevanan. + +Yurda Alaca wha got ";Ez pir şad dibim tabî hate welatê xwe, ciyê xwe, mala xwe û doza xwe, ew xwediyê doza xwe bû û bîst salin li dervey welat bû. Yaşar mirovekî pirr demokrat e. pirr aştîxwaz e. Yaşar qet tifing ne daye destê xwe. Tiştekî çewt nekiriye. çi gotiye ji bo demokrasiyê ji bo biratiyê ji bo aştiyê û ji bo lihevhatinê gotiye";. + +Yaşar kaya ji ber rewşa tenduristiya wî ya ne baş bi sendelyê birin salona dadgehê, di dema çuyîna salona dadgehê de jî Yaşar kaya daxuyaniyek da çapemeniyê Kaya got ez bi hatina Tirkiyê gellek keyfxweş im. + +Ssiyasetmedarê Kurd +Yaşar Kaya wiha got ";Gelî heval û dostan, ez jî weke we zemanekî endamê çapemeniyê bûm. Piştî 21 salan vegeriyana min ya Tirkiyê helbet min gellek memnûn dike";. + +Amed (Rûdaw)- Piştî ku li Tirkiyê bi awayekî qanûnî qedexeyên li ser zimanê kurdî rabûn, di nexweşxaneyan de xizmeta tenduristiyê bi kurdî jî destpêkir. + +Berê tenê şaredariyên BDPê xizmeta pirzimanî didan, lê Nexweşxaneya Zarokan a Amedê jî bi 4 zimanan dest bi xizmeta tenduristiyê kir + +Derbarê vê yekê de berpirsyarê kordînasyona nexweşxaneyê Hidir Kurt ji Rûdawê re got ";Pêşî nexweşxaneya me ya Diyarbekir destpêkir. Em dixwazin li ser tenduristiya hemwelatiyan bi zimanê xwe, xwe îfade bikin, nexweşiya xwe, derdê xwe ji bijîşkan re baş îfade bikin û derman ji derdê xwe re bibînin";. + +Bijîşkên li nexweşxaneyê jî êdî xizmeta tenduristiyê bi zimanê xelkê didin. Bijîşkê Zarokan Muhamed Erol got ";Piştî ku em bi tirkî ji wan re dibêjin dema fêm nekin, nexweşiyê jî fêm nakin. Dema nexweşiyê fêm nekin baweriya wan bi me çênabe. Dema em bi kurmancî ji wan re dibêjin, baweriya wan bi me çêdibe û nexweşiyê jî fêm dikin";. + +Di têketina nexweşxaneyê de jî şêwirgeh hatine avakirin û kesên bixwazin dikarin bi kurdî xizmetê bibînin. + +Kesên têne nexweşxaneyê jî hem bi nivîsên kurdî û hem jî bi axaftina kurdî ya bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêfxweş dibin. + +Rêveberên nexweşxaneya zarokan dixwazin xizmeta pirzimaniyê li nexweşxaneya wan bi sînor nemîne û xizmeta bi kurdî û zimanên din li hemû nexweşxaneyan belav bibe. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Deriyê Sêmalka bûye mijara sereke ji hemwelatiyên Qamişlo re. Vê dawiyê rêveberiya deriyê Sêmalka ku girêdayî kantona Cizîrê ye, derî ji aliyê xwe de girt. Partiyên Rojavayê Kurdistanê jî li ser vê mijarê nêrînin cuda didin + +Serkirdeyekî Partiya Komonîstên Kurdistanê ku yek ji pêkhateyên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ye dibêje ku divê deriyê Smalka dûr nakokiyên siyasî û ne girêdayî pirsgirêkên navbera partiyan be. + +Bandora girtina derî ne tenê ser tevgera xelkê ye, lê li ser aboriya bajarê Qamişlo jî banor kiriye heye. + +Rêveberiya deriyê Sêmalka dibêje ku heta kolandina xendeqa navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de neyê rawestandin, wê deriyê Sêmalka neyê vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa Rojavayê kurdistanê ber bi tesîd û gerimkirinê ve diçe di van demên dawî de, bi taybet di nava alîgirên PDK-S û PYDê de li ser vê rewşa ne normal û ne ewleh. + +Mihemed Emîn Penciwênî kesayetiya nêzîkî PKKêû yek ji damezrênerên Kongira Neteweyî ya Kurd (KNK) ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî însyatîvek heye ji bo dîsa danûstandin û hevdîtin di navbra PDK û PKKê de çêbibin û nêzîk bûn û xweşiyek bikeve di nava têkiliyên herdû aliyên Kurdistanî de. + +Hevserokê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Em ne dijminê hev in, em birayê hev in, bêguman danûstandin tiştek erêniye, çi gav ber bi aştiyê û birayetiyê ve hebe em jê re amade ne, em jî divên birayên me li Rojavayê Kurdistanê bi me re van bi destveaniyên me di kantonan de biparêzin, ji ber ev tesîd û gerimkirina tê kirin ne di xizmeta çi aliyên Kurdistanî de y";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya cîbicîkar a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Rakan Ebdî li bajarê Serê Kanê yê Rojavayê Kurdistanê ji hewleke revandinê rizgar bû. + +Rakan Ebdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja înê dora saet 10ê şevê dema ku ew ji navenda Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) derdiket û berve mala xwe diçû, rastî hewleke revandinê hat. + +Ebdî da zanîn ku ";dema ew gihişt cadeya Sabir li nêzîk navenda berê ya istixbaratên leşkerî, motorekî ku du kes lê siwar bûn rê li otomobîla wî girtin û di bin gefa çekan de û bi zimanê kurdî xwestin wî bi otomobîla wî ve birevînin";. + +Ebdî diyar kir ku dema ew ji otombîla xwe daketibû, kilîtên wê dûr avêtibûn da ku revîner nikaribin wê bikar bînin û got kesekî çek xistibû serê wî û yê din li wî dixist, lê wî karî xwe ji nav destên wan rizgar bike. + +Ebdî got piştî ew ji nav destên wan reviya xwe gihand xwarngeheke nêzîkî cihê bûyerê ku du endamên asayişê lê rûniştîbûn. + +Ebdî ku endamê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd e, got ku endamên asayişê hewladan revîneran dan, lê bi gotina wan ew ji ber çavan winda bûn. + +Ebdî ku herwiha endamê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye ye aşkere kir ku revîneran Laptopa wî birine û paşê bi rûpela wiya Facebookê lîstine û ev yek bi gotina wî diyardike ku bûyera hewla revandina wî bi armanceke siyasî hatiye encamdan. + +Ebdî got ew ti aliyan tohmetbar nake, lê da zanîn ku wî li navenda asayişê gotiye eger aliyekî sêyem di bûyerê de hebe, ew ji bo alozkirina pêwendiyên di navbera her du encûmenên kurd e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran û Kemala Îslamî ya Kurdistanê ragihandin ku heftiya bê wê civîna Parlamentoya Kurdistanê bê lidarxistin, lê serokê demkî yê parlamentoyê û serokê frakisyona Gorran dibêjin ti demek ji bo wê civînê nehatiye diyarkirin. + +Serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Sadiq Surçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêkeftin çêbûye ku vê heftiyê parlamento bicive û desteya serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin, lê heta niha dema wê civînê nehatiye diyarkirin. + +Herwiha serokê frakisyona Gorran Yûsif Mihemed ji Rûdawê re got ku heta niha dema civîna parlamentoyê nehatiye diyarkirin û danûstandin ji bo vê yekê berdewam in. + +Derbarê pirsekê de ku gelo ew bi awayekî ferî ji bo serokatiya parlamentoyê hatiye namzedkirin, Mihemed got ";Ez niha li ser vê mijarê daxuyaniyê nadim";. + +Duhok (Rûdaw)- Kota Êzdiyan di Parlamentoya Iraqê de ne wek kota Xristiyanan e. Ji ber Êzdî yek netewe ne û 5 kursiyên wan di parlamentoyê de hene. Lê Êzdî li ser du beşan parvebûne. + +Eniya Demokratîxwazan ku xwe Kurd dibînin, lîstikvanekî nû ye di qada rikberiya li ser kursiyên kota Êzdiyan de û Tevgera Çaksaziyê bi wê yekê tometbar dike ku nikarîbû di 8 salên borî de bergiriyê li Êzdiyan bike. + +Tevgera Çaksaziyê 8 salan nûneratiya Êzdiyan dikir di Parlamentoya Iraqê û Encûmena Parêzgeha Neynewayê de. + +di nava Êzdiyan de, hinek grûp hene ku îsal hevpeymanî ligel lîsteyên erebî girê dane û ewê ligel wan tevlî hilbijartinan bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Grûpeke çekdarî ku xwe wek ";saziya malbatên şehîdên YPGê"; daye naskirin, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo Pêşewa Behewlî û rojnamevanekî din ê Kurd revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew ji Rojavayê Kurdistanê derkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ragihand ku duh dora saet 3yê piştî nîvro grûpeke çekdarî ku ji 6 kesan pêk dihat û li otombêleke Van rengê spî siwar dibûn, ew û peyamnêrê televizyona Orinet Rodî Îbrahîm li pêşiya kafênêtekê li cadeya el-Xelîc el-Erebî li bajarê Qamişlo revandin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ";4 çekdar ji otombêlê daketin û em bi zorê derbasî otombêlê kirin, çavê me nuxumandin û destên me kelepçe kirin, şofêr û çekdarekî din di otombêlê de bûn. Hemû jî bi kurdî diaxifîn û ji me re digotin `ne tirisn, deng dernexin û em tiştekê ji we nakin`. Piştî nêzîkî nîv saetê em ji otombêlê daxistin û her yek ji me bi tenê xistin odeyekê û derî li me girtin";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di odeyê de wî karî çavê xwe veke û dît ku ew di odeyeke mezin de ye. Herwiha got ku piştî nêzîkî saet û nîvê li wir ma, ew birin cihekî din û li wir yek bi zimanê kurdî ji wan re wiha got: `em Kurd in, em ne YPGê û asayiş in, em ji saziya malbatên şehîdên YPGê ne, hûn xayinên û dijminên gelê Kurd in, Rûdaw xayine û dijiminê Kurdan e. Vê carê emê we ji Rojava nefî bikin û derxînin, lê eger hûn vegerin emê we bikujin";. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ";Pişt re em li otombêlê siwarkirin û em nizanin bi kû ve em birin, heta ku çavê me vekirin û me dît ku em li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne, li wir destê me vekirin û çekdarekî ji wan bi kurdî ji me re got `Rûdaw xayin û emîle, cihê we li Rojava nîne, pêwîstiya Rojava bi we tine ye, herin ji Rojava derkevin";. + +Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku wî û rojnamevanê din Rodî xwe radestê hêzên pêşmerge kirin û ew niha li bajarokê Zaxo ne. + +Tiştê balkêş di vê bûyerê de ewe ku di nîva rojê de û li nava bajarê Qamişlo ku wek navenda kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye damezirnadin, çêbûye û otombêla ku pê hatine revandin di rêya navbera Qamişlo û Dêrikê û heta ser sînorê re ku gelek xalên kontrolê yên YPGê û asayişa ser bi PYDê ve hene, bê ti astengî derbas bûye û wek peyamnêrê Rûdawê û rojnamevanê pê re tekîd kirin ku otombêla wan li ti xal û kontrolekê nehate sekinandin. + + +Rodî Îbrahîm û Pêşewa Behlewî + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku xweseriya demokratîk daxwazeke gelê Kurd e û ew xweseriya ku dixwazin ava bikin wê demokrasiya Tirkiyê xurtir bike. + +Turk dema ku serdana hevşaredara Mêrdînê Februniya Akyol kir ji raya giştî re diyar kir ku ";xweserî ne tenê ji bo Kurd, Suryan û Erebane, lê ji bo hemû Tirkiyê girîngtirîn piroje ye";. + +Ahmat Turk destnîşan kir ku ";wan herdemê piştgiriya demokrasiyê kirine û di demê pêş de jî wê her piştgiriya demokrasiyê bikin û pêkanîna xweserîya demokratîk jî yek ji van mijarên piştgiriya demokrasiyê ye";. + +Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê da zanîn ku ";ew pereyên şaredariya Mêrdînê ku dewlet dest daye ser, ewê bi hemû şêweyan hewl bidin ku vegerînin xizmeta gelê Mêrdînê re";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî gengeşeyeke dirêj, ka wê partiya Aşiti û Demokrasî BDPê tevlî partiya Demokratîka Gelan HDPê bibe yan na, herdu partî li navenda BDPê li Enqerê civîneke ji çapemeniyê dûr lidar xistin û di encamê wê civînê de hevserokê HDPê Ertugrul Kurukçû daxuyaniyek da çapemeniyê. + +Kurukçû ragihand ku, wê hemû perlementerên BDPê êdî dibin navê HDPê de li perlemanê û qada siyasetê de kar bikin, lê hemû endamên BDPê yên din û yên di şaredariyan de kar dikin, wê di partiya BDPê de bimînin, û perlementerê BDPê yê Mûşê Sirî Sakik piştî ku di yekê hezîranê de encamên hilbijartina ku jinûve bê çkirin derkeve, wê tevlî HDPê bibe, û dîsa hevserokê BDPê Salahedîn Demîrtaş jî heta ku kongira partiya xwe BDPê çêbike ewê tevlî HDPê nebe. + +Ertugrul Kurukçû diyar kir ku, wê HDPê bibe hêvî û daxwazên hemû gelên li Tirkiyê, û karên xwe wê tenê di bin siya perlemanê de berdewam nekin, lê wê li hemû qadên siyasetê de ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd lê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên gelan li Tirkiyê û ji bo demkratîk kirina Tirkiyê xebata xwe bike, û pêwîste ew yekbûn berî hilbijartinên serokomariyê bi dawî bibin. + +Cîgira serokê koma BDPê li perlemanê Perwîn Buldan, piştç civînê ji raya giştî re ragihand ku, ewê roja yekşemê biçin girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, û wê encamê civîna tevlîbûna BDPê ji HDPê re bi wî re parve bikin. + +Buldan anî ziman ku, Ocalan girîngiyeke mezin dide vê yekbûna BDPê û HDPê û dixwaze ev partiya nû, nûnetriya hemû gelên li Tirkiyê bike, û ewê nêrîna wî di derbarê van mijaran de bigrin. + +Li gor ku perlementerên BDPê li ragihandinên corbecor de diyar kirine, di hevdîtinên şanda BDPê û HDPê yên dawî bi Ocalan re ev mijar hatiye gotûbêj kirin, û rayedarên Koma Civakên Kurdistanê KCKê, di hevdîtina vê hefteya borî de yê şanda BDPê re li Qandîlê ev piroje erê kirine. + +Tê çaverêkirin ku ji dawiya vê hefteyê û pêve êdî perlementerên BDPê wê bi navê HDPê kar bikin û biaxifin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, diyar kir ku yên li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava derdikevin, mebesta wan propagande ye. Mistefa her wiha nûçe û îdiayên êrişa li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê jî red kir. + +Berpirsê pêwendiyên derve yê Felah Mistefa, Li ser belavkirina nûçe û îdiayên derbarê êrişa komek kesên ku ji kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava nerazî ne, li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Rûdawê re got, tiştekî wisa nîne helbet deriyê me ji her kesî re vekirî ye lê hinek genc li ber nûnertiyê kom bibûn û li dijî kolandina xendeqê nerazîbûna xwe anîbûn ziman, me jî peyama wan gihand hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Felah Mistefa, diyar kir ku aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bi ti tiştekî din nayê guhertin û wiha got: ";Berpirsên serbazî û asayişê yên Herêma Kurdistanê wisa pêwîst zanîn ku divê xendeq were kolandin. Çimkî em naxwazin ne terorîst ne jî qaçaxçî derbasî nav Herêma Kurdistanê bibe, jixwe deriyê fermî hatiye vekirin."; + +Li gorî Felah Mistefa, ew nerazîbûn û daxuyaniyên ku li dijî kolandina xendeqê tê nîşandan tenê propagande ye. + +Berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, Herêma Kurdistanê deriyek ji penaberan û alîkariyên mirovî vekiriye vêca çima hinek kes dixwazin bi qaçaxî derbas bibin, di demekî de ku dever tijî alozî û arîşe ye. + +Felah Mistefa, anî ziman ku Herêma Kurdistanê herêmek qanûnî û rewa ye û wiha axivî: ";Em ne komek biçûk in, ji ber ku em herêmek in ku qanûna wê heye, rewabûna wê heye, civaka navdewletî pê re di nav têkiliyê de ye. Em xwe naxin şûna komek biçûk ku nikare pêwendiyên rast bi derdorên xwe re çêbike."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyên medyayî li Spaniyayê ragihandin ku îro, Şemî, dê çarenivîsa Lionel Messi ligel tîma Barselona were diyarkirin. + +Li gor medyaya Spaniyayê, îro dê civînek di navbera bavê Messi de, ku rêveberê karên wî ye û îdareya tîma Barselona birêve biçe. + +Mijara civînê dê bersivdana îdareya Barselona li ser daxwazên bavê Lionel Messi be, ku xwestiye mûçeyê kurê wî ji hemû lîstikvanên cîhanê zêdetir bibe. Herwiha medyayê ragihandiye ku eger bavê Messi û îdareya Barselona negihiştin rêkeftinekê, dê Messi tevlî tîmeke din bibe. + +Di vê barê de, her du tîmên Paris Saint Girman û Manchester City amadeyiya xwe anîne ziman da ku têkevin danûstandinan de ligel îdareya Barselona bo kirrîna Messi, herwiha her du tîman soz daye ku dê mûçeyê Messî bikin mûçeya herî bilind di nav lîstikvanên fûtbolê yên cîhanê de. + +Ji aliyek din ve rahênerê Barselona, Tata Martino ragihand ku ne ew û ne jî cemawerên Barselona texmîn nakin ku Messi ligel tîmeke din bilîze. + + +Sine (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê parêzgeha Sine ragihand, nûçe û raporên ku li ser ";kuştinên zincîrî"; yên li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, derew in. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav 10 rojên borî de li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, 8 kes ";bi awayên tarî"; jiyana xwe ji dest dabûn, piraniya wan bi werîs hatibûn daliqandin û ti kes ji wan jî tevlî çalakiyên siyasî nebibûn. + +li gorî agahiyên çalakvan û xelkê deverê, ew bûyerên kuştinê hemû girêdayî hev in. + +li ser vê yekê, rêveberê polîsê parêzgeha Sine Elî Ehmedîtebar malper û rojnameyên ku ew nûçe belav kirine, wek malperên dijberê komara îslamî ya Îranê bi nav kir û ragihand, ew nûçe û rapor derew in. + +elî Ehmedîtebar da zanîn, lê ji ber hestiyariya mijarê lêkolînên berfireh hatin kirin, li gorî encamên lêkolînan û berovajî wan malperan, meha borî tenê 4 kesan li Merîwanê xwe kuştine ji ber wê jî îdiaya kuştinên zincîrî yên 9 zilaman derew e. + +li gorî agahiyên wî polîsê îranî, di lêkolînan de derketiye holê ku ew 4 kesên ku meha borî li Merîwanê xwe kuştine, bi hêcetên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne; 2 ji wan kesan li mala xwe de xwe xeniqandine û li pey xwe jî wesiyetname hîştine, yek ji wan ji ber pirsgirêkên darayî xwe kuştiye. + +Rêveberê polîsê Sine da zanîn, ji Newrozê ve heta niha tenê 2 bûyerên kuştinê li parêzgehê çêbûne ku di bûyerekê de kur û keçek ku xûşk û birayê hev bûne, bi fîşekê hatine kuştin. Li gorî encamên lêkolînan, birayê keçkê destpêkê xûşka xwe kuştiye û paşê jî fîşek li xwe daye. + +Di bûyera duyem a kuştinê de jî, cenazê kesekî hatibû dîtin ku li gorî encamên lêkolînan, derket holê ku di şer de hatiye kuştin û yên êrişî wî kirine xwestine cenazê wî bişewitînin, helbet 4 kes ji ber vê bûyerê hatine girtin û tohmetbar li sûcê xwe mukir hatine. + +Silêmanî (Rûdaw) – Endamê berê yê Serokatiya YNKê Arif Ruşdî, ku çend roj berê ji YNKê veqetiya û tevlî PDKê bû ragihand, YNKê fermana zeftkirina xaniyê wî yê li bajarê Silêmaniyê daye lê endamekî polîtburoya YNKê vê yekê red dike. + +Çend roj beriya niha endamê berê yê serokatiya YNKê û berpirsê YNKê li bajarê Mûsilê Arif Ruşdî, ragihand ku ew ji ber kirîz û nakokiyên nav YNKê dest ji karê xwe her wiha YNKê berdide û tevlî rêzên PDKê dibe. + +Lê kurdê Arif Ruşdî, Berengar Ruşdî ji Rûdawê re got, şeva borî xaniyê bavê wî yê li bajarê Silêmaniyê ji aliyê hinek çekdar ve hatiye zeftkirin. + +Berengar Ruşdî, anî ziman ku ew xaniyê ku wan çekdaran zeft kiriye ne milkê YNKê ye lê xaniyê Arif Ruşdî ye û tapoya wê jî li ser Arif bixwe ye. + +Kurê wî berpirsê berê yê YNKê eşkere kir ku hemû tişt û alavên YNKê yên ku ligel bavê wî bûne, radestî YNKê hatine kirin. + +Berengar Ruşdî, li ser sebeba zeftkirina xaniyê bavê wî ji aliyê YNKê ve jî got, em heta niha nizanin çima ev kar kirine lê îro ji me re hat gotin ku YNKê gotiye divê xanî vala bikin ji ber wê jî derfet çênebû ku em serî li dadgehê jî bidin. + +Kurê Arif Ruşdî, da zanîn ku PDK ji vê bûyerê hatiye agahdarkirin û wiha got: ";Ji ber ku bavê min bûye endamê PDKê me rayedarên PDKê li Silêmaniyê agahdar kiriye, ez bawer im wan jî tenê bi YNKê re axivîne."; + +Li hember vê yekê, endamê polîtburoya YNKê Aso Mamend ji Rûdawê re got, xaniyê Arif Ruşdî nehatiye zeftkirin, tiştên ku li ser vê yekê tên gotin tenê propagande ne, ji ber ku ew êdî tevlî partiyeke din bûye û ev jî tiştekî normal e vêca dê çima xaniyê wî were zeftkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku hejmareke mezin ji çavdêrên navdewletî û navxweyî çavdêriya hilbijartinan bikin, herwiha dê rewşa hatin û çûnê jî roja hilbijartinan normal be. + +Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, Serbest Mistefa ragihand ku 7 hezar û 964 navendên dengdanê li seranserê Iraqê hatine vekirin, tevî navendên taybet bi rojnamevan, çavdêr û dengdana taybet ya hêzên navxwe û artêşê û Pêşmerge. + +Derbarê revenda Iraqî li derve jî, Mistefa amaje kir ku wan navendên dengdanê li 19 welatan vekirine û birayre li Fenlandayê jî navendek bê vekirin. + +Ji aliyek din ve Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê aşkere kir ku heta niha 1 hezar û 249 çavdêr, 278 navendên medya yên cîhanî û 1 hezar û 325 navendên medya yên navxweyî navên xwe tomar kirine bo çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, ku biryar e di 30 vê mehê de bên lidarxistin. + +Ji aliyek din ve berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa got:";Em kêfxweş in ku hejmareke mezin ya çavêdrên navxweyî û navdewletî çavdêriya her du hilbijartinan dikin";, û Felah Mistefa her wiha piştgiriya temam ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangeha têkiliyên derve bo Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û çavdêran anî ziman. + +Wekîlê Wezareta Navxwe Ebdulla Xeylanî, jî ragihand ku di roja hilbijartinan de ti guhertin li ser hatin û çûna navbera bajarên Herêma Kurdistanê de nayê encamdan û dê hatin û çûn normal be û ti qedexe jî li ser nebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dr. Berhem Salih ragihand ku postên ku di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo YNKê hatine destnîşankirin, nayên qebûl kirin. + +Şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê sibê (20.04.2014) li ser pêkanîna hikûmeta nû û parvekirina postên kabîneya heştem li hev bicivin. + +Lê li gorî malpera fermî ya YNKê, serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya YNKê Dr. Berhem Salih ragihandiye, ew postên ku wek pişka YNK di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine diyarkirirn, nayên qebûl kirin. + +Dr. Berhem Salih her wiha gotiye, ji ber vê jî dê her du şandên PDK û YNKê sibê li ser vê mijarê bicivin û helwesta YNKê jî dê li ser hikûmeta nû eşkere bibe çimkî heta niha me biryar nedaye ka YNK dê beşdarî hikûmetê bibe yan bibe opozîsyon. + +Beşek ji pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmetê de: Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê… + +Heta niha PDK ku wek partiya yekem di hilbijartinan de erkarê pêkanîna hikûmetê ye, bi Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê re li ser pêkanîna hikûmetê rêkeftin îmze kiriye lê YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê mane. + +7 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas dibin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Sîlwana yê girêdayî parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, erd bi tundiya 4.6 pile hejiya. + +Li gorî ajansên îranî, şeva borî li bajarê Sîlwana yê Ormiyê bi tundiya 4.6 pile hejiya. + +Li gorî Navenda Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, navenda wê erdhejê di kûrahiya 4 km bû ku 12 km dûrî Sîlwana, 25 km dûrî Ormiyê û 36 km jî dûrî bajarê Şino bû. + +Hat zanîn, ji ber erdhejê ti kesî ziyan û zirar nedîtiye û ti avahî û xaniyek jî xirab nebûye. + +Duh danê sibê li bajarê Xoy yê Ormiyê jî erd bi tundiya 3 pile hejiyabû. + +Silêmanî (Rûdaw) – Avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrişa çekarî hat. +Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev dema 4 otomobîlên ji curê ";Monîka"; (Land Cruiser) çûn ber avahiya liqa 4 a PDKê alozî di navbera wan û hinek alîgirên PDKê de ku mijûlî xebatên hilbijartinan bûn, derket. +Li gorî agahiyan, dema ku nobedarên liqa 4 hewla aramkirina rewşê didan, kesên ku di nav wan otomobîlan de bûn, gulle berdan avahiya PDKê û ji cihê bûyerê reviyan. +Hat gotin, di bûyerê de zirar negihîştiye ti kesî. +Heta niha ti daxuaniyek li ser vê bûyerê nehatiye dayîn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Di êrişa çekarî ya li dijî avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê, 2 kes birîndar bûn. Berpirsekî PDKê jî ragihand, ti pêwendiya YNKê bi bûyerên han re tine. +Li gor agahiyên Rûdawê, îşev di heyama kêmtirî saetekê de du caran avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat. +Di êrişa cara ewil de zirar negihîşt ti kesî lê di êrişa duyem de kesekî birîndar bû. +Tê gotin heta niha li ber avahiya PDKê alozî didome... +Li ber avahiya PDKê hejmarek mezin ji alîgirên PDKê kom bûne û nerazîbûna xwe li hember êrişa li dijî avahiya PDKê tînin ziman. +Berpirsê liqa 4 ê PDKê Helo Ehmed Kurde, li ser bûyerên îşev ji Rûdawê re got, 3 otomobîl bi alên kesk gulle berdana avahiya PDKê. +Ji aliyekî din, berpirsekî pilebilind ê PDKê ji Rûdawê re got, ew alozî û bûyerên îşev ên li ber avahiya PDKê li Silêmanêyê ne karê YNKê ye û ne jî siyaseta YNKê ye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Ajansa Parastin û Zaniyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî, diyar kir ku yên ku êrişî avahiya liqa 4 a PDKê kirine dixwazin rewşa ewlehiyê aloz bikin. Berpirsê Melbenda Yekê ya YNKê Letîf Şêx Omer jî êrişa li dijî avahiya PDKê şermezar kir û ragihand, ev bûyer ne li gorî berjewendiyên YNKê ye. +Îşev li bajarê Silêmaniyê, avahiya liqa 4 a PDKê du caran rastî êrişa çekdarî hat û di bûyeran de 2 kes jî birîndar bûn. +Li ser vê bûyerê, berpirsê ajansa parastin û zaniyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî ji Rûdawê re got, yên ku aloziya îşev derxistine dixwazin rewşa ewlehiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê têk bidin, ji ber wê jî ew vê yekê qebûl nakin û dê li pey encamderên bûyerên îşev bigerin. +Berpirsê melbenda yekê ya YNKê li Silêmaniyê Letîf Şêx Omer jî ji Rûdawê re got, bûyerên îşev dûr-nêzîkî ti pêwendiyek bi YNKê re nîne ji ber ku ev bûyer ne li gorî berjewendiyên YNKê ne. +Şêx Omer, her wiha spasiya wî rayedarê PDKê kir ku ji Rûdawê re gotibû, bûyerên îşev ne karê YNKê ye ne jî siyaseta YNKê. + +Îşev li ber avahiya Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bûyerek nexweş çêbû. Em wê bûyerê wek hewlekî bo têkdana atmosfera demokratîk ya Kurdistanê dibînin, ji ber wê jî ev bûyer karê pilankirî yê ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê nîne. + +Em hemû aliyekî piştrast dikin ku rewş bi temamî hatiye kontrolkirin û saziyên ewlehiyê,Polîs û Asayişê, yên Silêmaniyê bo lêkolînkirina derbarê bûyerên han de hatine erkdarkirin. Baweriya min jî bi şiyana saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê heye ku bikarin bûyerên îşev lêkolîn bikin û ewlehiya xelkê hêja yê Silêmaniyê biparêzin. + +Ji ber wê jî, em daxwaz ji hemû aliyan bi taybet ji PDKê dikin ku li ser xwe bin û bi awayekî aram û bawerî bi saziyên ewlehiyê yên hikûmetê tevbigerin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê +Nêçîrvan Barzanî +19/04/2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar se îro li bajarê Hewlêrê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bicivin. + +Serokê şanda danûstandinan a YNKê Berhem Salih duh li Silêmaniyê di civîna ligel kadirên partiya xwe de, behsa wê yekê kir ku hikûmeta du hêzên sereke û nîv bi nîvê li Kurdistanê bi dawî hatiye. Herwiha bal kişand ku ewê di danûstandinan de daxwaza mafê xwe yê hêjayî û guncayî bikin. + +Pêncşema borî PDKê, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin. + +Ji ber ku YNKê ji para xwe di hikûmeta nû de neraziye, heta niha biryar nedaye wê tevlî hikûmeta nû bibe yan na. + +Polîtbîroya YNKê di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê de sragihand ku hemû eger û rê li ber wan vekirî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê diyar ê Tevgera Gorranê Osman Banîmaranî ragihand ku wî dest ji tevgerê berdaye û êdî ligel Gorran kar nake. Ew dibêje eger bixwaze karê siyasî berdewam bike wê tevlî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bibe. + +Osman Banîmaranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî duh şemiyê dest ji kar berdana xwe radestê berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa kiriye û êdî ew ne endamê Gorran e. + +Banîmaranî sedema dest ji kar berdana xwe ronî ne kir û tenê got ku ";komelek hebûn ku bûn sedem ez vê biryarê bidim";. + +Derbarê karê xwe yê siyasî di parşerojê de, Banîmaranî got ";Hîn zûye ez derbarê vê yekê de biaxifim, lê ez dûr nabînim ku karê siyasî di nav YNKê de bikim. Heta niha ez nebûme endamê YNKê, lê eger ez bixwazim karê xwe yê siyasî berdewam bikim, ezê bibim endamê YNKê";. + +Osman Banîmaranî aşkere kir ku ew niha gotûbêjê ligel YNKê dike û got ";Ez şêwiriyê bi heval û biraderên xwe re dikim";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekîd dikin ku partiya wan dest ji daxwazên xwe ji bo beşdarîkirin di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bernade. + +Îro şanda danûstandinan a YNKê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Hewlêrê civiyan. Di civînê de wê pirsa beşdariya YNKê di hikûmetê de û para wê partiyê ji postên wezarî bê gotûbêjkirin. + +PDKê ku hêza yekem e li Herêma Kurdistanê ye û erkê avakirina hikûmet nû di stûyê wê de ye, postên cîgirê serokwezîr, sekreterê parlamentoyê, wezareta xwendina bilind, wezareta şehîd û enfalkiriyan, wezareta tenduristiyê û wezareta rewşenbîrî daye YNKê ku hêza sêyem e, lê YNKê bi vê yekê neraziye û yek ji wezaretên navxwe yan jî pêşmerge dixwaz. + +Lê navxwe ji bo PDKê û pêşmerge ji bo Goraan hatiye yekalîkirin. + +Endamê polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Em li ser daxwazên xwe rijdin û dest ji wan bernadin";. + +Herwiha endamê polîtbîroya YNKê Îmad Ehmed jî ji Rûdawê re got ";Emê îro axaftina xwe ligel PDKê bikin";. + +Pêncşema borî PDKê, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina avakirina kabîneya heştem a hikûmetê îmze kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li mala Berhem Salih li bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye û ji Roj Nûrî Şawês, Mehmûd Mihemed û Azad Berewarî pêk tê. + +Şanda YNKê bi serokatiya Berhem Salih e û ji Hakim Qadir, Îmad Ehmed û Ednan Muftî pêk tê. + +Berî destpêkirina civînê, her du endamên polîtbîroya YNKê Ednan Muftî û Îmad Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku YNKê dest ji daxwazên xwe ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bernade û îro wê axaftina wan ligel PDKê hebe. + +YNKê bi para xwe di hikûmeta nû de neraziye û dixwaze yan wezareta pêşmerge yan jî wezareta navxwe werbigire + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tevî ku wezareta elektrîkê naxwaze, ew herwiha ji şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) postek xwestiye ku ji para Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. + +Endamê şanda danûstandinan a Yekgirtûya Îslamî Xazî Hesen derbarê pirsekê de ku gelo ewê îro ligel PDKê bicivin yan na, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Heta niha dema civîna me ligel PDKê nehatiye diyarkirin û em li bendê ne ku em bizanibin emê kengî bicivin";. + +Xazî Hesen herwiha got ";Em posta wezareta elektrîkê naxwazin û herwiha me posta sekreterê parlamentoyê xwestiye, ji ber ev mafekî me yê hilbijartinê ye";. Lê ew post ji para YNKê ye. + +Biryar bû roja pêncşemê şanda danûstandinan a PDKê ligel Yekgirtû biciviya, lê şanda Yekgirtû nehatin civînê bi hênceta ku daxwaza wan li cem Nêçîrvan Barzanî ye û wê demê ew bi serdanekê li Tirkiyê bû. + +Yekgirtû naxwaze wezareta elektrîkê werbigire û li şûna wê wezareta şaredariyê yan jî pilandananê dixwaze. + +Yekgirtû di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de 10 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin. PDKê postên wezareta elektrîkê, wezareta kar û karûbarên civakî û wezîrê herêmê ji bo hemahengiya navbera encûmena wezîran û parlamentoyê ji Yekgirtû re veqetandine ji bo ku tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku deriyê Sêmalka ku ji 10ê nîsanê ve ji aliyê rêveberiya derî li aliyê Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin, herî zû bê vekirin û xwest derî dûrî nakokiyên siyasî be. + +ENKSê îro di daxuyaniyek derbarê girtina deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û herwiha dûrxistina endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ji aliyê asayişa Dêrikê ya ser bi PYDê ve derxist. + +Di daxuyaniyê de ENKSê ragihand ku Sêmalka take deriye li pêş sed hezaran ji gelê kurd û girtina derî êş û azarên Kurdan zêde dike. ENKSê diyar kir ku Sêmalka wek karteke siyasî di nakokiyan de tê bikaranîn. + +Derbarê girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji Rojavayê Kurdistanê de, ENKSê got ";Dûrkirina endamên PDK-Sê bi zorê ji aliyê YPG û asayişa girêdayî PYDê ve, li dijî hemû prensîp û rênemayan e û ziyanê digihîne hewlên ku ji bo yekrêziya Kurdan tên dayîn";. + +ENKSê bang li Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku van bûyeran piştguh neke û daxwaz jê kir ku ew ";vegre rêya diyaloka avaker da ku her du encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li ber yekîtiya helwest û rêzan kar bikin";. + +Stenbol (Rûdaw)- Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê wê rojên 27 û 28ê vê mehê li 16 welatên cîhanê bên kirin. + +Komisyona Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo her welatekî grûpeke taybet şandiye ji bo ku wan fermanberan fê bike ku wê di her du rojên dengdanê de li ser dinoqan bin. + +Tirkiyê yek ji wan welatan e ku hejmarek mezin a hemwelatiyên Başûrê Kurdistan û Iraqê tê de dijîn. Komisyona Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo wan kesan sindoqên dengdanê li Stenbol û Enqere wê dane. + +Li her du bajarn, komisyonê 4 navendên dengdanê danîne. li Enqereyê li pirtûkxaneya giştî û li Stenbolê jî li navçeyên Fatih, Kadîkoy û Şîşilî sê navend vekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo ragihand ku ew li dijî derkirina siyastemedar û endamên partiyên kurdî ye ji Rojavayê Kurdistanê. + +Derbarê her 8 nedamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ku di heftiya borî de ji aliyê asyişa Dêrikê ya girêdayî PYDê ve hatin girtin û pişt re ew bi zorê ji Rojava dekirin, Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew li dijî derkirina siyasetmedarên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye. + +Gedo diyar kir ku divê nakokî bi diyalogê bên çareserkirin û herwiha got ";Em wek hikûmeta kantona Cizîrê li ser vê mijarê nerawestiyane û ti biryar di vê derbarê de nehatiye derxistin";. + +Derbarê girtina deriyê Sêmalka ku 10ê nîsanê ve ji aliyê Rojava de girtiye, Gedo got ";Ev demek dirêj deriyê Sêmalka girtiye û tenê li pêş hinek haletên mirovahî vekirîbû, ji ber min berî sê mehan xwestibû di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibim, lê rê ji bo min nehat vekirin";. + +Derbarê çareserkirina nakokiyên di navbera ENKS û EGRkê de, endamê sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand ku piştî bangewaziya YPGê derbarê Kobanî de, şandeke ji 5 kesan ji ENKSê ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) civiya. + +Meşayix diyar kir ku şanda ENKSê di civînê de daxwaza vejandina karê hevbeş û peydakirina lêvegereke siyasî kir û got ";EGRKê ev nêrîna me bi erênî pêşwazî kir, lê heta niha ti bersiva me bi fermî nedaye";. + +Meşayix herwiha got ku piştî girtina deriyê Sêmalka û derkirina endamên PDK-S, ti hevdîtin di navbera ENKS û EGRKê de pêk nehatine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berhem Salih li bajarê Hewlêrê bi dawî hat. + +Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê bi medyayê re parvekirin. Destpêkê Berhem Salih ragihand ku di civînê de ew bi dirêjî li ser avakirina hikûmetê sekinîn û nêrînên her du aliyan yek bû ku divê hikûmeta berfereh zû bê avakirin. + +Salih got ";Çend asteng li pêşiya avakirina hikûmetê hene, bi taybet para YNKê";. + +Salih herwiha got ";Di civînê de me behsa posta wezareta navxwe kir û em rijdin li ser wergirtina wê postê û sibê wê her du alî encamên civînê gotûbêj bikin";. + +Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî li ser beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem de tekîd kir û got ";Em pêwîst dibînin ku YNKê tevlî kabîneya bê bibe";. + +Nêçîrvan Barzanî herwiha got ";Civîna me gelek aşkere bû, em pê hesiyan ku her du alî dixwazin hikûmet zû bê avakirin û gotûbêjên me jî di vê çarçoveyê de bûn, YNKê jî li gor rewşa xwe nêrîna wan heye û em jî rêz li nêrîna wan digirin";. + +Berhem Salih diyar kir ku YNKê li hember rêkeftina PDKê û Tevgera Gorran ne dilgiran e û got ";Me ji roja yekem de tekîd li ser hikûmeta yekrêziya niştimanî kiriye";. + +Nêçîrvan Barzanî derbarê wezareta navxwe de bal kişand ku nêrîna YNK û PDKê li ser wê wezaretê cuda ye û got ";Pirs û bersivên me ji bo hev heye û emê bersiva hev bidin";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, muzakere û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser arîşeyên enerjî û bûdcê ti pêşketinek bixwe ve nedîtiye û got, me sebir kir lê ev jî sînorê wê heye. + +Îro piştî civîna şandên pêkanîna hikûmetê yên PDK û YNKê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê Nêçîrvan Barzanî, di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê de li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, ku 16ê vê mehê pêk hat, ragihand ku serdana wî ya Tirkiyê di çarçoveya pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bûye û wiha got: ";Em bi serokwezîr û rayedarên din ên wî welatî rûniştin."; + +Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gellekî pêş ketine. + +Serokwezîr Barzanî, li ser pirsa enerjiyê û helwesta Tirkiyê li ser firotin û hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê jî got, di hemû warî de bi taybet li ser pirsa enerjiyê, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de lihevkirinek baş heye, ti kêşeyekî Tirkiyê bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê re nîne ji ber ku siyaseta wan eşkere ye û dibêjin, nefta we ye û hûn dikarin bifroşin. + +Nêçîrvan Barzanî, li ser rewşa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, mixabin heta niha tiştekî nû û erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çênebûye û da zanîn, heta niha jî hikûmeta Iraqê pişka bûdceya Kurdistanê ya mehên Adar û Nîsanê nedaye, tenê pişka mehên Çile û Sibatê şandiye ew jî tenê têra mûçe dike lê pişka hemû beşên din ên Iraqê hatiye şandin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fikarên xwe li ser xitimandina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman û got, em li benda wê bûn ku di çarçoveya Iraqê de bigihîjin rêkeftinê, ji bo vê jî me gellekî sebir kir lê sebir jî sînorê xwe heye. helbet eger em bizanin rêkeftin pêk nayê wê çaxê emê çareya xwe bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, bo gotûbêjkirina li ser pêşniyarên YNKê yên derbarê pêkanîna hikûmetê bi şanda pêkanîna hikûmetê ya PDKê re civiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, serokê PDKê Mesûd Barzanî piştî civîna şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê li ser pêkanîna hikûmetê, bi şanda PDKê re civiya lê heta niha li ser naveroka civînê ti agahiyek nehatiye dayîn. + +Îro şandên PDK û YNKê yên pêkanîna hikûmetê li hev civiyan. Encam û naveroka civînê ji aliyê serokên her du şandan ve hatin eşkerekirin. + +Serokê şanda YNKê Dr. Berhem Salih, diyar kir ku YNK heta niha jî li ser wergirtina Wezareta Navxwe rijd e, di demekî de wezareta han bûye pişka PDKê. + +Serokê şanda PDKê Nêçîrvan Barzanî jî, ragihand ku divê YNK beşdarî hikûmetê bibe û got, çimkî li gorî me ev yek pêwîst e. + +Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ev 7 meh in pêk nehatiye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di nav partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, Partiya Demokrat a Kurdistan û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) bûn du-sê perçe. Hewlên yekbûna demokratan xitimiye lê yên komeleyan ber bi encameke erênî ve diçe. + +Her du aliyên demokratk ku wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) tên nasîn, hewl didin xwe dîsa bikin. Ev her du partiyên Rojhilatî di normalkirina têkiliyên xwe serkeftî bûne lê hewlên wan yên yekgirtinê heta niha bêencam mane. + +PDK û PDKÎ heta niha 3 pêşniyar danîne pêşiya hevdû bo yekgirtinê. Destpêkê PDKÎ pêşniyar kir ku ew dikarin bi PDKê re li ser rêkeftina 18 sal berê ku rêveberiya şoreşgerî ya PDKê anîbû ba hev, bibin yek lê PDKê ew rêkeftin bi hêceta ku kevin e, qebûl nekir û li şûna wê pêşniyarekî nû kir lê vê carê PDKÎ ev pêşniyar red kir. + +Herî dawî, PDKÎ di civîna polîtburoya xwe de pêşniyar kir ku ew dikarin bi PDKê re li ser biryarên kongreya 13 ya wê partiyê bibin yek. + +Her du partî li ser wê yekê rê ketibûn ku naveroka pêşniyar û hevdîtinên xwe ji raya giştî re eşkere nekin lê PDKê pêşniyara xwe ya yekgirtinê eşkere kir û ragihand, bi mehan li benda PDKÎ mane ku pêşniyara wê qebûl bike yan jî pêşniyarekî nû pêşkêş bike lê bendewariya wê bêencam ma ji ber wê jî ew pêşniyara xwe eşkere dikin. + +Her çiqas PDKÎ heta niha bi fermî bersiva PDKê nedaye lê endamê komîteya navendî yaw ê partiyê Sidîq Derwîşî, diyar kiriye ku rêya herî baş bo yekbûna her du partiyan, biryarên kongreya 13 ya PDKê ye ku her du alî beşdar bibûn. + +Li gorî pêşniyara PDKê, her du partiyên Rojhilatî li ser lidarxistina kongreya 16 li hev dikin û di kongrê de li ser nav, nasname û karûbarên partiyê biryar didin û hemû derfetên aborî, serbazî û medyayî yên xwe dikin yek. + +PDK her whia dibêje, divê dîroka 7 sale ya veqetiyana her du partiyan li ser dîroka PDKê were nivîsandin û divê di warê siyasî û rêveberiyê de beriya kongrê li hev bikin. + +Lê Sidîq Derwîşî, dibêje, PDKÎ wan pêşniyaran qebûl nake, ji ber ku divê destpêkê bibin yek paşê kongre bê sazkirin û dîroka fermî jî tenê dîroka PDKÎ ye. + +Beriya niha sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, gotibû, nabe naveroka hevdîtinên navbera PDK û PDKÎ bên eşkerekirin. + +Lê baskên Komeleyê di hewlên yekbûnê de serkeftî bûn. Ji ber ku Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê di heyama sala borî de karîn danûstandinên berfireh û bisûd bikin. + +Li gorî ku ew dibêjin, karîne li ser nakokiyên siyasî û stratejîk li hev bikin, tenê nakokî li ser çawaniya xebatên rêxistînê maye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şandên her du Komeleyan li ser vê yekê li hev hatine ku civînekî li dar bixin ku sekreter û endamên komîteyên navendî yên her du partiyan beşdar bibin û li ser pêkanîna şandeke hevbeş bo yekxistina komîsyonên cur bi cur ên wê partiyê biryar bidin. + +Lê ev civînê ji ber ku sekreterê komeleya şoreşger Ebdullah Muhtedî û sekreterê komeleya zehmetkêşan Omer Îlxanîzade ne li Başûrê Kurdistanê ne, hatiye gîrokirin. + +Alîkarê sekreterê komeleya şoreşger Ebûbeir Muderisî, piştrast kir ku ew civîn li ser nehatina sekreterên her du partiyan gîro bûye lê ew civîn dê di nav çend rojên bê de were lidarxistin. + +Her du komele dibêjin, qonaxa yekbûnê dê heta dawiya havîna îsal bidawî bibe. + +Ormiye (Rûdaw) – Serokê Navenda Jiyandina Gola Ormiyê Îsa Kelanterî, ragihand, tenê 7% ava gola Ormiyê maye û got, eger hemû şiyanan bikar bînin dikarin heta 10 salên din golê ji mirinê rizgar bikin. + +Li gorî ajansa ÎSNA ya îranî, serokê navenda zindîkirina gola Omriyê Îsa Kelanterî îro di civîna endamên navendê de ragihand, zuhabûna gola Ormiyê meseleyeke herêmî ye ji ber ku dema gol zuha bibe tenê Îran zirarê nabîne û dê bandorê li hemû deverê bike. + +Îsa Kelanterî, anî ziman ku yek ji sebebên herî serekî yên zuhabûna golê, zêdebûna zeviyên çandinî û çêrandinê li derdora golê ye û got, li gorî amarên fermî her sal bi qasî 1 milyar dolar berhemên çandiniyê bidest dikeve. + +Serokê navenda zindîkirina gola Ormiyê her wiha behsa metirsiya zuhabûna golê li ser jiyana mirovan kir û got, ava golê tenê 7% maye ji ber wê jî eger gola Omriyê zuha bibe wê demê jiyana 5 milyon kes li parêzgehên Ormiye, Tewrêz û Sine dikeve metirsiyê. + +Îsa Kelanterî destnîşan kir ku lê eger hemû şiyan û derfetên pêwîst bên bikaranîn gola Ormiyê dê di nav 10 salan de dîsa zindî bibe. + + +Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Silopî ya Şirnexê kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin. + +Di berdewamniya nerazîbûnên li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, îro jî li navçeya Silopî ya Şirnexê meşek li dijî vê xendeqê hat lidarxistin. + +Di meşê de ku ji aliyê BDPê ve hatibû organîzekirin, parlamenterê HDPê Feysel Sariyildiz, rayedarên BDPê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê, çalakvanên Tevgera Azad û Demokratîk a Jinan, MEYA-DER, KURDÎ-DER û hejmarek welatî beşdar bûn. + +Xwepêşander ber bi deriyê sînorî yê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) ve meşiyan lê waliyê Şirnexê nehîşt bigihîjin derî. + +Parlamenterê HDPê Feysel Sariyildiz, li wir axaftinek kir û got, ew zihniyeta ku li ser sînorê Rojava xendeqê dikole heman zihniyeta Rêkeftina Lozanê ya sala 1923an e ku Kurdistan kir çar perçe. + +Sariyildiz, bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, dest ji kolandina xendeqê berde û nebe sebebê perçebûneke din. + +Piştî axaftina Sariyildiz, bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat paşê xwepêşander ji hev belav bûn. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê, avahiya Navçeya 5 a PDKê rastî êrişa çekdarî hat. + +Berpirsê navçeya 5 a PDKê li Silêmaniyê Şêx Elî, ji Rûdawê re got, îşev avahiya me ya li taxa Îbrahîm Ehmed ji aliyê 5 kesan ve rastî êrişa çekdarî hat. + +Şêx Elî da zanîn, îşev derdora saet 9:00, otomobîlek ku 5 kes tê de bûn, çûbû ber avahiya navçeya 5 a PDKê û gulle berdabûn avahiyê. + +Li gorî agahiyên wî berpirsê PDKê, li ser otomobîlê alên kes ên YNKê hebûn û êrişker piştî teqekirinê ji cihê bûyerê reviyan. + +Şeva borî jî, avahiya Liqa 4 a PDKê du caran rastî êrişa çekarî hat û di encamê de 2 kes birîndar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) bang li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dijberiyên navxwe dûrbixe. +Di daxuyaniyekê de ku roja 20 Nîsanê hatiye weşandin, PDK-S ragihand ku kiryar û reftarên şaş ên PYDê ku di navbera demekê û demekê de dike xizmeta doza kurdî nakin û hevkariyê di bicîanîna omêdiyên gelê kurd de nakin. +PDKSê PYDê bi wê yekê tohmetbar kir ku wê astengî li pêş lidarxistina gongreya wan a yekgirtinê derxistine, deriyê sêmalka li pêş endamên kongreyê girtiye û endamên ku vegeriyan Rojavayê Kurdistanê girtine û bi darê zorê li Herêma Kurdistanê vegerandine. +Polîtbîroya PDKSê got ew kiryarên neberpirsyar ên PYDê şermezar dikin ûbang li Partiya navborî kir ku bi ceddî li xwe vegere û kiryar û siyasetên xwe yên şaş serast bike û dev ji reftarên xwe yên tundûtîjî, dûrxistin û xayinkirinê berde. +PDKSê ji PYDê xwest ku li şûna vê siyaseta xwe ya şaş piransîpa diyalogê, hevtêgihiştinê û karê biratî yê hevbeş bipejirîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi guhertina hinek ji wan wezaretên ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo wê danîne biser neket, YNK karî PDK qnanie bike da ku posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bike ji pişka xwe. + +Piştî rêkeftina ligel Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêk anîn kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK karî YNK neçar bike ku di bileztirîn dem de xwe yek alî bike, eger na dê hikûmet bêy YNK pêkbîne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna xwe li gel YNK de, PDK razînebû ku ti guhrtinan di pişka wezarî ya YNKê de bike. + +Di civîna duh, 20.04.2014, de di navbera şanda danûstandinan a PDK û YNK li mala Berhem Salih li bajarê Hewlêrê de, serokê şanda danûstandinan a PDK, Nêçîrvan Barzanî gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mseûd Barzanî bibîra YNK anîn û got: ";Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku hikûmet berî hilbijartinan bê pêk anîn û PDK mebesta wê ewe ku YNK beşdarî hikûmetê bibe."; + +Piştî rêkeftina navbera PDK û Gorranê jî, Sekreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranê ji Rûdawê re got: ";Eger YNK di vê hefteyê de xwe yek alî neke, dê hikûmet bê pêk anîn û postên YNK jî dê heta piştî hilbijartinan vala bimînin."; + +Ji aliyê xwe endamê şanda danûstandina ya YNK, Hakim Qadir got: ";Sê axevtinên me hene: Em ligel hikûmet binfereh in û pêwîste di zûtirîn dem de bê pêk anîn, duyem: em hêvîdarin ku hikûmeteke yekrêziya niştimanî be û sêyem jî: YNK rijde li ser daxwazên xwe bi taybetî li ser wergirtina Wezareta Navxwe."; + +Herwiha Hakim Qadir ragihand ku: ";Me ji şanda PDK re gotiye ku em wezîrê navxwe dixwazin."; + +Ev gotina Qadir di axevtinên serokê şanda danûstandinan a YNK de, Berhem Salih jî diyar bûn dema got: ";YNK rijde li ser wergirtina posta Wezareta Navxwe û em vê yek mê bi mafê xwe dizanin."; + +Li himber axevtinên berpirsên YNK, Nêçîrvan Barzanî dibêje: ";Me di civînê de guhdarî li pêşniyazên YNK girtin û em rêz li wan digirin, biryare di demeke nêzîk de civîneke din bikin da bigihihn rêkeftinekê."; +Tevî ku PDK posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bo Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yak alî kiriye, lê YNK bi wê postê razî nebû. + +Endamekî şanda danûstandinan a YNK aşkere kir ku: ";YNK daxwaz ji PDK kiriye ku posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bide YNK û PDK got ku ew dê bersiva me bidin."; Lê Hakim Qadir got: ";Ez ne amade me ti daxuyaniyekê derbarê vê pirsê de bidim."; + +Ji laiyek din ve endamê şanda danûstandina a Tevgera Gorranê, Ako Heme Kerîm, li ser egera dayîna posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bo YNK got: ";Tevgera Gorranê ligel wê yekê ye ku hemû alî beşdarî hikûmetê bibe, her aliyek li gor heqbeşê hilbijartinan û Gorran li gor heqbeşê hilbijartinan beşdar bû."; + +Ji aliyek din ve berpirsekî YNK got: ";Li gor wan postên wezarî ku bo YNK hatine danîn, YNK tenê dê di doseya îdarî ya Herêma Kurdistanê de beşdar bibe û di nexşsandina nexşeya siyasî û biryara siyasî li derve dibe, YNK wek Komel û Yekgirtû lê tê."; + +Derbarê bûna YNK bi opozîsyon jî, wî berpirsê wiha got: ";Bi vê serkirdatiya niha YNK nikare bibe opozîsyon, ji ber ku bi opozîsyon bûn serkirdatiyeke hekîmane dive, dema ku Newşîrwan Mistefa ji YNK cuda bû, dest ji hemû îmtiyazak berda û xwedan sebir bû, lê serkirdatiya niha ya YNK, nikare wiha bike."; + +Di dawiyê de got: ";Nebûna navendeke biryardanê di nava YNK de ne şaşiya PDK û Gorranê ye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartinên Pralamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30 Nîsanê tên encamdan, lê aliyên Kurdistanî bêtir girîngiyê didin hilbijartinên encûmena parzgehên Herêma Kurdistanê. + +Ev yek di demekê de ye ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji aliyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ve bi girîng tên zanîn. + +Derbarê her du hilbijartinan de, her kandîdekê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bîr û nêrînên xwe yên cuda tînin ziman. + +Hin alî dibêjin ku aliyên Kurd girîngiyeke zêde nedane hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, lê hin aliyên din vê yek bo girêdana encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi ijyana xelkê ve, vedgerînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di daxuyaniyekê de, Encûmena Niştimanî ya Kud daxwaz kir ku herî zû Deriyê Sêmalka ku li gorî daxuyaniyê ji 10ê nîsanê ve, Rêveberiya Deriyê Sêmalka ser bi Kantona Cezîrê ve ji aliyê xwe ve li pêş hemwelatiyan girtiye bê vekirin û ew derî ji hevrakêşanên siyasî bê dûrxistin . +Di daxuyaniya Encûmenê de hatiye ku ev Derî take derî ye li pêş sed hezaran ji gelê kurd li her du aliyên sînor û kampên penaberan û girtina wî êş û azarên xelkê kurd zêde dike, bandora dorpêçkirinê ducar dike û herwiha daxuyanî diyar dike ku girtina derî wek pelikek siyasî di nakokiyan de tê bikaranîn. +Derbarê girtin û derkirina endamên Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye, ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyê de hat gotin ku ev dûrkirina bi darê zorê tersî hemû prensîp û rênemayan e ziyanê dighîne daxwazî û bizavên xêrxwaz ji bo hevtêgihiştin û yekîtiya rêzan ku gelê kur bi şev û roja daxwaz dike. +Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Niştimanî ya Kurd bang li Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê kir ku van bûyeran pişguh neke û daxwaz lê kir ku ew vegre rêya diyaloka avaker da ku her du Encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li pêş yekîtiya helwest û rêzan di van nîrên hestyar de kar bikin. +Endamê Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Mistefa Meşayix ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber Encûmenê civîna xwe lidar nexistiye, partiyên Encûmenê li hev civiyan, û bi nebeşdarbûna her yek ji Partiya Demokrata kurdistanê - Sûriye û partiya Wîfaq, û ev daxuyanî der kirin. +Meşayix da zanîn ku piştî bangewaziya YPGê derbarê Kobaniyê de, şandeke ji 5 kesan ji Encûmena Niştimanî ligel Encûmena Gel civiya û daxwaza vejandina karê hevbeş û peydakirina lêvegereke siyasî kir, lê tevî ku Encûmena Gel ev nêrîna me bi erênî pêşwazî kir, heta niha ti bersiv ji Encûmena Gel ne gihaştiye wan û da zanîn ku piştî girtina deriyê Sêmalka û derkirina hevalên Partiya demokrata Kurdistanê-Sûriye, ti hevdîtinê di navbera Encûmena wan û ya Gelê Rojavê Kurdistanê de encam ne daye. +Ji aliyê xwe ve, serokê Desteya Pêwendiyên derve ya Kantona Cezîrê Salih Gedo ji Rûdawê re got Deriyê Sêmalka ne ji 10ê nîsanê ve girtiye lê ew ji demek dirêj ve girtiye û tenê li pêş hinek haletên mirovahî vekirîbû û da zanîn ku wî beriya sê mehan xwestibû di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lê rê ji bo wî nehat dayin. +Derbarê girtin û derkirina Endamên Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye de, Gedo got ew ne ligel girtina siyasetmedaan e û divê ku nakokî bi diyalogê bên çareserkirin û tekez kir ku ew weke hikûmeta Kantonê li ser vê mijarê nerawestiyane û ti biryar di vê derbarê de dernekirne. +Wiha diyar e ku heta ev cudahiya siyasî di nava rêzên aliyên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e wê her dem, her mijar grêdayî hevrakişandinên siyasî û nakokiyên navxweyî be + + +Şingal (Rûdaw)- Ev zêdetirî 10 salan e ku devera Şingalê di navbera du rêveberiyan de daleqayî maye. + +Şingal yek ji wan navçeyan e ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de nakokî li ser hene. + +Xelkê wê deverê xewna wan ewe ku benda 140 a destûra Iraqê pêk were û devera wan vegere ser Herêma Kurdistanê, lê ew ji gendeliya di nav saziyên deverê de bizar û dilgiran bûne. + +Hemwelatiyên Şingalê rexneyan li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê nadin devera wan. + +Medyakarên Şingalê jî ku bi dehan raport li ser rewşa devera xwe amade kirin û di medyayê de hatine weşandin, dibêjin ku heta niha bersiva nameyên wan nehatiye dayîn û rewşa xelkê Şingalê wek xwe maye. + + +Duhok (Rûdaw)- Pêşangehên pirtûkan her sal wek nerîtekê li zanîngeha Duhokê tên vekirin, lê xwendekar li wê yekê gilî dikin ku piraniya pirtûkan bi zimanên biyanî ne û ew ti sûdê jê nagirtin, ji ber ew bi zimanê kurdî dixwînin. + +Ev cara duyem e dezgeha Dar el-Zeman a sûrî pêşangehekê li zanîngeha Duhokê vedike, lê xwendekarên zanîngehên gilî dikin û dibêjin pirtûkên wê hemû bi zimanê erebî ne. + +Di pêşangehê de zêdetirî 4 hezar pirtûk hatine raxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmarek ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) û emndamên şanda danûstandinan a YNK li mala Kosret Resûl li Hewlêrê civiyan. + +Îro, Duşemê, piştî nîvro hejmarek ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) û emndamên şanda danûstandinan a YNK bi amadebûna Berhem Sali, Hêro Îbrahîm Ehmed û Kosret Resûl Elî, li mala Kosret Resûl li Hewlêrê civiyan. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de rewşa Herêam Kurkistanê û hûrgiliyên civîna duh ya şanda danûstandinan a YNK ligel şanda danûstandinan a PDK hatin behis kirin. + +Herwiha biryare di civîna polîtburoya YNK de birayar dawî derbarê beşdarîkirin yan beşdarînekirin di kbîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê dayîn û encama wê jî bo aliyê beramber, ku PDK ye, rabighînin. + +Kargêrê polîtburoya YNK, Hakim Qadi ji malpera fermî ya YNK re ragihandiye: ";Birayre îro polîtburoya YNK li bajarê Silêmaniyê bicive, bi mebesta gotûbêj kirina pirsa çawaniya pêk anîna hikûmetê û beşdarîkirin yan beşdarî nekirina YNK tê de."; + +Duh, 20.04.2014, her du şandên danûstandinan a YNK û PDK li mala serokê şanda YNK, Berhem Salih li Hewlêrê civiyan, piştî civînê jî Berhem salih got: ";Me behsa posta wezareta navxwe kir, em rijdin li ser wergirtina wê wezaretê, sibê, wate îro, her du alî dê encamên civînê gotûbêj bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Doktorê taybet ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm ragihand, Talebanî ku niha li Almanyayê tê dermankirin, dê vegere Kurdistanê. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ji malpera fermî ya YNKê re ragihandiye, tenduristiya Talebanî baş û dê vegere Kurdistanê lê dema vegera wî nehatiye diyarkirin. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an bi nexweşiya kirîza mêjî ket û ji ber wê jî birin Almanya. + +Talebanî ji wê demê ve heta niha li Almanyayê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, nabe medya bibe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de. Barzanî ji hikûmetê jî xwest, bi baştirîn şêwe azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêze. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû rojnamevan û medyakarên kurd kir. + +Barzanî, her wiha diyar kir, ji bo ku rojnamevan bikarin erkên xwe bi awayekî baş bicih bînin divê aliyên siyasî nebin asteng li hember bêalîbûna medyayê. + +Mesûd Barzanî, di beşek din a peyama xwe de anî ziman, ji bo ku medya ji erkên xwe yên rast dûr nekeve divê nebe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de. + +Serokê Herêma Kurdistanê ji hikûmet, aliyên têkildar û sendîkayên rojnamevanan xwest, bi baştirîn şêwe hewla parastina azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêzin û divê rojnamevan û medyakar jî bi pîvan û etîka rojnamevaniyê ve girêdayî bin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Qubad Talebanî berovajî doktorê wî, li ser vegera bavê xwe got, haya wî ji vegera Talebanî tine. + +Li ser vegera Talebanî bo Kurdistanê daxuyanî û agahiyên nakok û cuda tên dayîn. + +Doktorê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm, îro li bajarê Kerkûkê û di nav komek alîgirên YNKê de gotibû, rewşa tenduristiya Mam Celal baş e û dê beriya hilbijartinan vegere Kurdistanê. + +Lê kurê wî yê mezin Qubad Talebanî li ser daxuyaniyên Dr. Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got, haya min jê tine ku Mam Celal dê beriya hilbijartinan vegere Kurdistanê lê ez hêvîdar im her gava ku Mam Celal bikaribe û tîma doktorên wî rê bidin, vegere Kurdistanê. + +Hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê dê roja 30ê Nîsana îsal tên lidarxistin. + +Li meydana Xelîc Erebî ya bajarê Qamişloyê saet 3ê nîvro di 18ê meha Nîsanê grûpeke çekdar ku navê ";Dezgeha Şehîdên YPG"; li xwe dike bi otombîlekê ku 6 çekdar têde bûn, Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Mehmûd Behlewî ku bi navê Pêşewa Behlewî tê naskirin ligel nûçegihanê Orient TV, Rodî Îbrahîm, revandin û birine zîndaneke nehînî. +Piştî hiştina wan bo dema 4 saetan di zîndanê de ku çavê wan jî girtibûn, çend çekdarên din ew veguhestine bargehekê û ji wan re gotibûn ku ";hûn di kenalên xayinan de kar dikin û ji ber vê yekê em dê we ji Rojava derbikin û eger hûn careke din hatin em dê we bikujin."; +Piştre ew anîn ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê beramberî xala sînorî ya Sihêla û dest û çavên wan vekirin û gotine wan ";divê hûn biçin Herêma Kurdistanê, cihê we li Rojava nîne ji ber ku hûn xayin in."; +Ev revandin û derkirin di demekê de ye ku mohleta karkirinê weke rojnamevan ji aliyê Dezgeha Ragihandina Azad û Asayişa Kantona Cizîre ve ji Pêşewa Behlewî re hatiye dayîn. +Me wek Tora Medyayî ya Rûdawê, çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê me ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin. +Em wek Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman demê de ku vê nûçê eşkere dikin, bi tundî wê êrişa li dijî hevkarê xwe Pêşewa Behlewî her wiha rojnamevan Rodî Îbrahîm şermezar dikin û vî karî wek karekî dijî azadî û karê rojnamevaniyê bi nav dikin. çimkî ev, tirsandin û teror e li hember rojnamevanan, her wiha ev kar karekî dûr ji pîvan û exlaqê hemû saziyên sivîl, siyasî û serdemiyane ye. +Em her wiha li vir radigehînin ku Pêşewa Behlwî vedigere mala xwe ya li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser bingeha prensîbên rojnamevaniyê berdewam dibe. +Em berê gotina xwe didin berpirsên Kantona Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û dibêjin, hûn berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne, hûn jî divê li gorî wê berpirstiyê azadiya kar û canê Pêşewa Behlewî û hemû rojnamevanan biparêzin ku di nav sînorê desthilat û îdareya we de kar dikin. +Tora Medyayî ya Rûdawê +21/4/2014 + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin, bo parastina ewlehiya sînor e. Barzanî her wiha PKK bi derxistina astengiyan li hember lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd tohmetbar kir. + +Serokê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê bi berpirs û kadroyên partiya xwe re civiya û ragihand, divê hikûmeta nû beriya hilbijartinên 30ê Nîsanê pêk were. + +Barzanî li ser daxwaza YNKê bo wergirtina Wezareta Navxwe jî got, divê Wezareta Navxwe bibe pişka PDKê ji ber ku YNK dikare posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ku di heman demê de cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên çekar e, aktîf bike. + +Li ser vegerandina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê bo parlamentoyê ku YNK van rojana behsa wê dike jî Barzanî got, destûr venagere parlamentoyê çimkî îhtimala wê heye destûreke nû bê dariştin. + +Serokê PDKê derbarê êrişên çekarî yên li dijî avahiyên PDKê li bajarê Silêmaniyê de jî ragihand, ew êrişên çekdarî li dijî avahiyên PDKê karekî nemêrane ye lê ji kadroyên PDKê hat xwestin ti bersivekî nedin. + +Mesûd Barzanî, li ser kirîza kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava jî daxuyanî da û got, kolandina xendeqê bi raya berpirsên ewlehiyê karekî baş e lê rêya fermî ya sînor jî vekirî ye û hatinçûn didome. + +Barzanî, li ser sedema lidarnexistina Kongreya Netewî ya Kurd jî ku biryar bû par hatiba lidarxistin, axivî û got, Kongreya Netewî ji ber wê ha sekinandin ku PKKê daxwaza nîvê endamên kongrê dikir her wiha dixwest du serokên wê hebin. Lê em qebûl nakin PKK ferhenga xwe bi ser me de bisepîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê bo cara yekê agahiyek nû jî eşkere kir û got, sala 2006an nûnerekî serokê wê demê yê Amerîka Corc Bûş, bêyî ku haya balyozê Amerîka yê Iraqê jê hebe, ji min xwest ku li dijî PKKê operasyonekî bikin lê min qebûl nekir. Lê PKKê van tiştan nahîne ber çavên xwe. + +Mesûd Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî axivî û got, em li benda hilbijartinên Iraqê ne ka bizanin dê çi guhertinekî bi xwe re bîne. Eger rewş bi vî awayî be wê demê emê jî yan konfederalîzm yan jî serxwebûnê bixin rojeva xwe lê bi qasî ku me lêkolîn kiriye konfederalîzm dê arîşeyan çareser bike. + +Barzanî her wiha diyar kir, tişta herî girîng ew e ku êdî welatên kendavê mîna berê me wek dirrinde nabînin ji ber ku berjewendiyên wan li ba me heye. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li ser rêya navbera Kerkûk û Silêmaniyê, efserekî kurd rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. + +Jêderekî ji Asayişa Kerkûkê ji Rûdawê re got, îşev li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê, hinek kesên çekdar ku di nav otomobîlê de bû gulle berda efserekî malnişîn ê Asayişê yê endamê PDKê bi navê Ednan Fatih. + +Wî jêderî da zanîn, ew efserê kurd di bûyerê de bi giranî birînar bû û êrişker jî ji cihê bûyerê reviyan û nayê zanîn kî ne. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, rewşa tenduristiya Ednan Fatih ku niha li nexweşxaneya Kerkûkê ye, ber bi başbûnê ve diçe. + +Dihok (Rûdaw) - Li ser sînorê navbera Rojava û Başûr, 15 endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ku dixwestin derbasî Rojava bibin ji aliyê asayişa Kantona Cizîrê ve hatin girtin. +Endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku dema ku 15 endamên partiya wan dixwestin ji gundê Şilikiyê yê Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê asayişa Kantona Cizîrê li gundê Girbalatê ew girtin. +Ebdulkerîm Mihemed anî ziman ku 8 endamên kongreya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye ku endamê komîteya navendî Salih Cemîl jî di nav wan de bû, ligel 7 endamên din jî yên partiyê li gundê Girbalat ji aliyê asayişê ve hatine girtin û nasname û telefonên wan ji wan hatine standin. +Tê zanîn ku di dema dawî de girtina siyasetvanan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişê ve zêde bûye ku endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Hecî Kalo jî berî çend rojan li ser sînor hatibû girtin û piştre asayişê ew ji Rojavayê Kurdistanê derkiribûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- 3 namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Duhokê dest ji YNKê berdan û berpirsekî wê partiyê dibêje ";Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) karê wê bûye kirîna kadirên me";. + +Duh, namzedên YNKê ji bo Parlamentoya Iraqê li Zaxo Zêrevan Ebdilkerîm Gulî û Hemze Xalid Hemzanî û namzedê YNKê ji bo encûmena parêzgeha Duhokê Sayib Hikmet Necman dest ji YNKê berdan û tevlî PDKê bûn. + +Cîgirê berpirsê Melbenda YNKê li Badînan Elî Mistefa ew nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê piştrast kir û got ";Karê PDKê bûye kirîna kadirên me, endamên polîtbîroya PDKê Ceifer Îbrahîm û Kemal Kerkûkî odeyek ji bo vê mebestê pêkanîne";. + +Elî Mistefa herwiha got ";PDKê ji dengên çaverêkirî yên YNKê ditirse, lewra van karan dike";. + +Li hember vê yekê, berpirsê rêkxistina Liqa 1 ya PDKê li Duhokê Omer Oreyî got ";Me yek dînar jî nedaye kadirên YNKê û ew kadir bi baweriya xwe tevlî PDKê dibin û ew zêdetir kadirên kevin ên YNKê ne";. + +Di heftiya borî de, endamê sekirdatiya YNKê û berpirsê berê yê Melbenda YNKê li Mûsilê Arif Ruşdî û herwiha nûnerê sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Şêx Mehmûd Surçî dest ji YNKê berdan û tevlî PDKê bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku biryar daye tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe, wê îro li Parlamentoya Tirkiyê civîna dawî ya koma xwe li dar bixe û Demîrtaş gotarekê pêkêş dike. + +Gotara hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş dê wek gotara radestkirina kursiyê hevserokatiyê bo HDPê be. + +Demîrtaş wê di gotara xwe de behsa rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê û rênimayên ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de dane şanda HDP û BDPê de, bike. + +Tê çaverêkirin girêdana kongreya BDPê de yek ji mijarên sereke yên gotara Demîratş be. + +Biryar e BDPê roja 8ê hezîranê û HDPê roja 22yê hezîranê kongreya xwe li dar bixin. + +Li gor daxuyaniyên berpirsên her du partiyan, BDPê dê were hilweşandin û tevlî HDPê bibe. Herwiha parlamenterên BDPê jî wê bibin ên HDPê. + +Duhok (Rûdaw)- Xendeqa ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin, hîn di rojevê de ye. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên parêzgeha Duhokê dibêjin ku armanca kolandina xendeqê ewe ku rê li ber terorîstan û qaçaxçîtiyê bê girtin, lê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û rêveberiya kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê li dijî wê xendeqê ne. + +Penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li kampa Domîz li parêzgeha Duhokê dijîn derbarê kolandina xendeqê de nêrînin xwe tînin ziman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanê bi navê Murad Çelîk ku xelkê bajarê Amedê ye, çûbû tevlî rêxistina Cebhet el-Nusra ya Îslamî ya tundrew li Sûriyê bibe û dema bav çû ku wî xelas bike ew jî hat girtin û ti agahî derbarê herduyan de tine ne. + +Li gor nûçeya rojnameya Radîkal, ev çend mehin bavê Murad, Nezîr Çelîk diçe Sûriyê û di nav kampên opozîsyonê û rêxistinên çsalmî de li kurê xwe digere, lê her tim vala û bê agahî vedigere. + +Cara dawiyê Nezîr Çelîk dema bihîst kurê wî li cem hêzên YPGê dîl hatiye girtin, çû herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê û bi rayedarên YPGê re hevdîtin pêk anî, lê derket kurê wî dîle di destê Artêşa Sûriyê ya Azad de ye. + +Li gor axaftinên birayê ew ciwanê tevlî el-Nusra bûye, Îsa Çelîk wan bavê wî jî girtin û 25 hezar dolarê amerîkî wek fidiye dixwazin, ji ber wê jî Îsa alîkariya dewletê û rêxistinan dixwaze da bavê û birayê wî serbest bên berdan. + +Li gor çapemeniyên Tirkiyê û Ewropayê, bi sedan ciwan ji bajarên Amed, Riha, Semsûr, Mereş, Çewlik, Entab û Meletiyê tevlî rêxistinên Îslamî yên tundrew li Sûriyê bûne + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji destpêka şoreşa Sûriyê de çavdêriya hikûmeta wî welatî li ser rojnamevaniya kurdî li Rojavayê Kurdistanê nemaye. + +Lê tevî vê yekê û ji ber sedemên aborî û nebûna kadirên profeşînal û girêdana rojnamevaniyê bi partiyên siyasî ve, rojnamevanî li Rojava wek berê maye û pêşneketiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di 20ê mijdara 1989an de komîteya giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Mafên Zarokan îmze kir. + +Peyman di 2yê Îlona 1990an de bi awayekî fermî ket piratîkê, ew peymana îro ji aliyê 193 welatan ve hatiye îmzekirin û qebûlkirin. + +Tirkiyê di sala 1990an de peymana mafên zarokan qebûl kir û îmze kir û di sala 1995an de bi awayekî fermî di rojnameya fermî de ev peyman ragihand. + +Roja 23yê nîsanê li Tirkiyê roja zarokan e û tevî ku Tirkiyê peymana mafên zarokan ku ji 51 xalî pêk tê di 1990 de îmze kiriye, lê heta niha Tirkiyê yek ji welatên herî zêde ku mafên zarokan têde tê binpêkirin. + +Li gor raporta Rêxistina Mafên Mirovan li Tirkiyê (ÎHD), li tirkiyê zêdetirî 9 milyom zarok kar dikin û ji ber sedema rewşa aborî ya malbatê, nîzîkî 5 milyon zarok di nava xizaniyê de mezin dibin, lê asta herî bilind a xizaniyê li Bakurê Kurdistanê ye. + +Li gorî lêkolîna rêxistina mafê mirovan, herêmên herî zêde zarok lê xizanin, herêmên Kurdan in, ji sedî 42 zarokên li Bakurê Kurdistanê jiyan dikin xizanin û nêzîkî milyon û nîvek zarok nikarin pêwîstiyên xwe yên tîmarbûn, cilûberg pêşwazî bikin. + +Li Tirkiyeyê di şerê 30 salî de di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, herî zêde zarokan para xwe jê girt, tenê ji dema ku Tirkiyê di nava 25 salên ku peymana neteweyên Yekbûyî îmze kiriye de, 569 zarok ji aliyê polîs, leşker, maşînên leşkeriyê û di encama pevçûnên şer de jiyana xwe ji dest dane û bi sedan zarok jî di girtîgehê de ne, di 3 salên dawî de bi hezaran zarok hatin binçavkirin û zedetirî 300 zarokî hatin girtin, ji bilî ku bi dehan hezar zarok rastî tacîz, destdirêjî û tundiyê tên. + +Di komkujiya Roboskiyê tenê de 19 zarok hatin kuştin û heta niha jî derbarê doza wan de ti encam nehatiye girtin û kesên berpirsyar jî nehatine darizandin. + +Hewrwiha li gor lîkolînên baroyên jinan li Tirkiyê, heta niha ji sedî 28 ji jinên tên zewicandin, zarok in û ev rêjeya zêde dibe kêm nabe, tenê li nexewşxaneya Amedê ya Zayinê di sala borî de nêzîkî 2 hezar jin ên di bin 18 saliyê de bûne dayik û di salê de zêdetirî 500 jin li Amedê bi temenê zarokî tên zewicandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî nêzîkî 2 mehan ji paşxistina serdana şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Îmraliyê, biryar e ev serdan heftiya bê pêk were. + +Wezareta dadê ya Tirkiyê îro biryar da ku şanda BDP û HDPê roja şemiyê 26/4/2014 ji bo hevdîtina ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan biçin Îmraliyê. + +Serdana roja şemiyê wê yekemîn serdana şanda BDP û HDPê be piştî bidawîhatina hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku tê de BDPê 7% ji rêjeya dengan, wate nêzîkî 3 milyon deng bi dest xistin. + +Biryar bû şanda BDP-HDPê ku ji her du wekîlên koma BDPê Pervîn Bûldan û Idrîs Balûken û parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder pêk tê, roja yekşemê (20.04.2014) li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê bi Ocalan re hevdîtin bikin lê hedîtin hat paşxistin. +Biryar +bû şanda BDP-HDPê ku ji her du wekîlên koma BDPê Pervîn Bûldan û Idrîs +Balûken û parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder pêk tê, roja yekşemê +(20.04.2014) li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê bi Ocalan re hevdîtin +bikin lê hedîtin hat paşxistin. - See more at: +http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/180420142?keyword=BDP#sthash.NM1uVI0e.dpuf + +Amed (Rûdaw) – Daxwaza berdana 43 girtiyên siyasî yên kurd ku di çarçoveya operasyonên KCkê de hatibûn girtin, bi hêceta ku ";tirsa wê heye birevin û delîlên sûcên xwe ji nav bibin"; ji aliyê dadgeha bajarê Amedê ve hat redkirin. + +Piştî berdana 48 girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê dadgeha sêyemîn a cezayê giran a Amedê, parêzerên doza KCKê bo berdana 43 girtiyên din serî li dadgeha duyemîn a cezayê giran a Amedê dan. + +Li gorî DÎHAyê, lê dadgehê bi hêceta ku ew girtî eger bên berdan tirsa wê heye birevin û delîl û belgeyên ku sûcên wan îsbat dike, ji nav bibin lewma daxwaza berdana wan nayê qebûlkirin. + +Di şiroveya hêceta biryara dadgehê de ev jî hatiye gotin ku her çiqas girtiyên zêdetirî 5 sal in di girtîgehê de ne jî lê ji ber sebebên han nayên berdan. + +Di nav girtiyên KCKê de parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û 6 şaredarên berê yên BDPê jî hene. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku gefên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê jiyana rojane ya gelê Kurdistanê daye sekinandin lê me hêvî nedikir bi navê demokrasiyê xelkê bên cezakirin. +Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê di mîtînga hilbijartinê ya partiya xwe de li bajarê Hewlêrê axaftinek kir û got, welat bêazadî û serxwebûnê geşe nake û emê li ser hewlên xwe bo bidestxistina mafên rewa yên gelê berdewam bin. +Nêçîrvan Barzanî, her wiha got, PDK ji destpêkê ve heta niha hilgirê peyama aştî û pêkvejiyanê bûye û westandina pêşmerge jî ji bîra me naçe. +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di beşek din a axaftina xwe behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got, serokatiya siyasî ya kurd bi pilan in û divê em nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêz bikin. +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gefên Bexdayê jiyana welatiyan daye sekinandin û got, me hêvî nedikir li Iraqê demokrasî bibe darê destê aliyekî siyasî û bi navê demokrasiyê welatiyan ceza bikin. +Li ser qutkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got, em serê xwe li hember ti kesî naçemînin û dê bi serbilindî kêşeya mûçe çareser bikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, piştî ku di mîtînga hilbijartinê ya partiya xwe de axaftinek pêşkêş kir, beşdarî ahenga dîlanê ya alîgir û endamên PDKê bû. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa tendirûstî ya Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim carek din xirab bû û bi awayekî veşartî li nexweşxaneyeke paytexata Libnanê, Beyrûtê, tê dermankirin. + +Li gor nûçeyeke televîzyona al-Arabiya, îro, Sêşem, serê sibehê Welîd Mualim bi awayekî veşartî bo nexweşxaneya Zanîngeha Amerîkî li Beyrûtê hat veguhestin. + +Herwiha al-Arabiya belav kiriye ku rewşa tendirûstî ya Mualim niha gellekî xirabe û tedbîrên ewlekarî yên tund li derdora nexweşxaneya ku lê tê dermankirin hatine girtin. + +Roja 13ê Adarê jî Wezîrê Derve yê Sûriyê carek din bo nexweşxaneya Zanîngeha Amerîkî li Beyrûtê hatibû rakirin. + +Li gor zaniyariyan, wê demê neştergeriya dil bo Mualim hatibû kirin. + +Welîd Mualim ku jidayibûyê sala 1941ê ye, di destpêka sala 2000an de bû cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê û rêveberiya dosyeya têkiliyên Sûriyê û Libnanê wergirt. + +Di 11ê Sibata 2006an de bû Wezîrê Derve yê Sûriyê. Di kongreya Cenêv-2 de, ku roja 22ê Çileya borî birêve çû, Mualim serokê şanda rejîma Sûriyê bû. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên rapirsiya dawî li ser hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, li parêzgehên Hewlêr û Dihokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem e û li parêzgeha Silêmaniyê jî Tevgera Gorranê di rêza yekem de ye. +8 roj maye ji hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê û xebatên propaganda yên partiyên siyasî bi germî didome. +Li gorî rapirsiya herî dawî ya Peymangeha Kurdistanê ya lêkolîn û rapirsiyan, derbarê hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, ku bi beşdariya 3000 hezar kes û di navbera 8ê Nîsanê heta 13ê Nîsana îsal hatiye encamdan, hevrikiyek tund di navbera her sê partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê, PDK, YNK û Tevgera Gorranê tê dîtin. +Li gorî encamên rapirsiyê, li parêzgehên Hewlêr û Dihokê PDK û li parêzgeha Silêmaniyê jî Tevgera Gorran yekem e, ji ber ku ji 30 kursiyên encumena parêzgeha Hewlêrê (5 kursî bi sîstema kota tê kifşkirin), 13 kursî bûye pişka PDKê, 4 kursî bûye yê Gorran û YNKê jî 3 kursî bidest xistiye. +Partiyên îslamî jî 4 kursî û aliyên din jî kursiyek bidest xistine. +Li gorî encamên rapirsiyê li Silêmaniyê jî ji nav 32 kursiyên encumena parêzgehê, ku 1 bi kotayê tê kifşkirin, Tevgera Gorran dibe xwediyê 12 kursiyan, YNK 7 kursiyan bidest dixe û PDK jî 5 kursiyan distîne. Partiyên îslamî 7 kursî û ti kursiyek nagihîje aliyên din. +Li parêzgeha Dihokê jî ji nav 28 kursiyên encumena parêzgehê, ku 3 jê bi kota tê kifşkirin, 19 kurdî dibe para PDKê, Tevgera Gorranê 1 kursî bidest tîne û YNK jî 2 kursiyan distîne, Yekgirtûya Îslamî jî dibe xwediyê 3 kursiyan û Komela Îslamî û aliyên din tiştekî bidest naxin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş cara dawî bi navê BDPê li Parlamentoya Tirkiyê de axifî û got ku BDPê nayê hilweşandin wê wek partiyeke herêmî karê xwe berdewam bike. + +Demîrtaş diyar kir ku ";êdî pêwîste Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê mezinkirin da ku bibe partiya hemû gelên hejar û blindest li Tirkiyê, ji ber wê jî wê parlamenterên BDPê êdî tevlî HDPê bibin û di bin wî navî de kar bikin";. + +Hevserokê BDPê derbarê pêvajoya aşt û çareserî de ragihand ku ";heta niha tevî kujer diyarin, lê hîn doza kujerên nediyar bi dawî nehatiye, weku dewlet û hikûmet dixwaze wan kujeran veşêre û dema behsa pêvajoyê tê kirin tenê ew behsa çareseriya gelê Kurd nakin, hemû mafên gelên bindest ên li Tirkiyê dijîn dikin, lê heta niha ew wê pêvajoyê bi yekalî dimeşînin û heta niha serokwezîrê Tirkiyê ne di warê qanûnî de û ne jî di ware destûra bingehîn de ti çareseriyek ji pirsgirêkên gelê Kurd û gelên din re nedaniye";. + +Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku ";ev 45 rojin şanda wan neçûye Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye, ji ber wê jî ew ji rewşa wî bi gumanin";. Demîrtaş herwiha got ";Eger hikûmeta AKPê bi cidî vê pêvajoyê bi wan re nemeşîne, ewê bêyî wan pêvajoyê bimeşînin, ji ber ku pêvajo li dewsa ku pêş bikeve paşve diçe, ji ber wê emê pêvajoyê bi xwe bimeşînin û mafên xwe di warê piratîkê de qasî ku ew dikarin ewê bi cî bînin ji xwendin û nivîsandina zimanê kurdî û çapkirinê û mijarên jinan û zarokan û heta mijarên mafê kêmnetewan emê tiştê ji destê me derdikeve di pratîkê de pêk bînin";. + +Hevserokê BDPê Demîrtaş Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û got ";Heta niha partiya AKPê bi mejiyê Komeleya Îtîhad û Tereqî ya neteweperest dimeşe, ji ber wê jî heta niha hîn guvaşên li ser ragihandin û rojnameyên kurdî ranebûne û bi dehan rojnamevanên Kurd di zindanan de girtî ne";. + +Demîrtaş derbarê roja 24ê nîsanê de ku roja salvegera komkujiyên Ermeniyane di sala 1915an de got ";Heta niha li Tirkiyê gotina Ermenî wek xeber û dijûnan tê bikaranîn û dema ku Erdogan navên miletên li Tirkiyê tîne ziman qet navê Ermenî û Êzdiyan nayîne ser zimanê xwe, pêwîste Tirkiyê lêborînê ji xelkên ermenî bixweze û mafên wan ragihîne û rûpeleke nû di dîrokê de vebike";. + +Selahedîn Demîrtaş herwiha got ";Siyaseta Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî siyaseta pêvajoya aştiya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û em kolandina xendeqa ku li sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKPê û hikûmeta federal a Herêma Kurdistanê tê kolandin, wek ambargoyekê li dijî Kurdên wî perçeyî ye";. + +Demîrtaş ji bo qedexekirina pîrozbahiyên yekê gulanê li qada Taksîma Stenbolê ji aliyê hikûmetê ve got ku ewê wê rojê li wê derê yekê gulanê Cejna Karkerên Cîhanê pîroz bikin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û nivîskarê navdarê fransî Chris Kutschera û xanima xwe serdana navenda Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û kêfxweşiya xwe bi hebûna toreke medyayî wek Rûdawê di nava Kurdan de anîn ziman. +Chris Kutschera îro danê êvarê serdana navenda giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê torê Ako Mihemed ve hat pêşwazîkirin. +Kutschera, kêfxweşiya ji hebûna navendeke medyayî ya mîna Rûdawê li Herêma Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku serdana wî bo Herêma Kurdistanê ji ber wê ye ku girîngiyê dide rewşa Kurdistanê. +Nivîskarê navdarê fransî ku hevjîna wî jî pêre bû, xwestibû Rûdawê û karê wê bibîne lewma ev serdana han encamda û derbarê Rûdawê de got ku dema ew berî çend salan hatibû Kurdistanê û serdana navenda televîzyonekê kiribû, ew tenê odeyek bû û pir besît bû, lê dema ew niha Rûdawê dibîne ew weke televîzyoneke profesyonel û modern ku pir rêk û pêk dibîne û got, ew bi vê yekê gellekî şad û kêfxweş bû. +Chris Kutschera rojnamevanekî pispor e di warê Rojhilata Navîn de lê bi taybetî derbarê pirsa kurdî de. Çend pirtûk derbarê pirsa kurd de belv kirine, mîna: Tevgera Netewî ya Kurd, Meşa Dirêj a Kurdan, ku hejmarek mezin ji gotar û wêneyên derbarê Kurdistanê de ne, pirtûkên Reş a Seddam Husên, Xewna Dîn a Serxwebûnê. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cenazeyê hemwelatiyekî Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê bi kuştî hat dîtin. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro cenazeyê hemwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê li ber çemê mezin ê Pîranşarê hat dîtin. + +Navê wî hemwelatiyê Kurd, Mela Selah Mihemedî Eqdem e ku temenê wî 37 salî bû. + +Li gor agahiyên destpêkê, jina wî û 4 zilamên din bi kuştina wî tometbar in û heta niha jina wî ya ciwan û 2 ji wan 4 zilaman hatine girtin. + +Mela Selah Mihemedî Eqdem xelkê gundê Xurnc ê bajarê Pîranşarê bû û ev demek bû ku li bajarê Pîranşarê dijiya. + +Ev demeke ku diyardeya kuştinê, bi taybetî kuştina mêran, li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Kurdên Diyasporayê, Rûdaw, bi mijarên germ û balkêş wê sibê li ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê be. + +Di hejmara 246an a çapa Ewropa ya Rûdawê de, kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de behsa hewlên nêzîkkirina PDK û PKKê dike. + +Pêncwînî derbarê hewlên xwe de zanyariyên balkêş û nû aşkere dike, ew li ser navê Ocalan dibêje ku bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana jî bibe cîgira wî. + +Herwiha serrawêjkarê aborî yê serokwezîrê Tirkiyê Yigit Bulut ji Rûdawê re diaxfie û dibêje ku Herêma Kurdistanê dikare bibe welatekî ji Îsraîlê xurttir + +Çapa Ewropa ya Rûdawê herwiha wek her hefte cihekî taybet dide nivîskarên xwe û tê de Ako Mihemed ";Dewleta Kurdistanê û dirustkirina hevkêşiyê di navçeyê de"; dixe rojevê, Selahattin Çelik ";Rojeva bê bername"; şirove dike, Jan Dost jî dibêje ";Marquez ne Kurd bû!"; û Prof. Dr. Dr. Ilhan Kizilhan dinvîsîne ku ";Xulamtî an jî Mîrantî: Heyraniya desthilatdaran"; e. + +Ev mijar û çend mijarên din ên di rojeva Kurdên li seranserê dinyayê de di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Her du hunermendên navdar ên Kurd, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises li bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê projeyeke niştecîbûn ava dikin. + +Perwer û Tatlises di nav cemawerên bajarokê de behsa aştiyê û bihevrejiyana di navbera Kurd, Tirk, Eerb û Farisan de kirin û hêvî xwestin aştî li her derê belav bibe. + +Îbrahîm Tatlises di axaftina xwe de diyar kir ku ew û Şivan her du ji Rihayê ne û kurmanc in. + +Tatlises, hunermendê navdar Ahmed Kaya jî bi bîr anî û got ";Ahmed Kaya rihê me ye û dilê me ye";. + +Piştî ku axaftinên xwe bi dawî kirin, her du hunermendan bi hev re ew strana ";Dayê Megirî"; gotin a ku li bajarê Amedê bi beşdariya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibûn. + +Li dawiyê, Îbrahîm Tatlises got ";Înşallah wê Zaxo bibe parêzgeh";. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di sala 2013an de 633 zarok li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. + +Komeleya rojeva zarokan li Tirkiyê ragihand ku di sala 2012an de ji ber bûyerên curbecur 609 zarokan li Trikiyê jiyana xwe ji dest dane û di sala 2013an de ew hejmara bilind bû û gihişte 633 zarokan. + +Komeleyê bi helkefta 23yê nîsanê ku wek Roja Zarokan li Tirkiyê hatiye diyarkirin, daxuyaniyek belav û tê de got ";Hejmara zarokên ku bi destê dewletê yan ji ber karên dewletê di sala 2013an de jiyana xwe ji dest dane 33 zarok in";. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku zarokên ji ber tundiya malbatê jiyana xwe ji dest dan di sala borî de 16, yên di kar de mirine 89 in, lê hejmara zarokên xwe kuştine 19 zarok in";. + +Komeleya rojeva zarokan li Tirkiyê diyar kir ku ji ber bikaranîna tundiyê û bombeyên gazê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve, ji sala 2006an û heta niha 146 zarokan jiyana xwe ji dest dane. + +Herwiha ji dema bûyera Geziyê di gulana 2013an de û heta niha 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevjîna serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed civiyan. + +Çavkaniyekê ji YNKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku duh Barzanî û Hêro ku endama polîtbîroya YNKê ye, civiyan û li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û para YNKê di wê kabîneyê de gotûbêj kirin. + +Rûdaw telefona her du endamên polîtbîroya YNKê Ednan Muftî û Qadir Hemecan kir, wan nûçe red nekir, lê ti zanyarî jî nedan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Qûştepe ya koçberên Rojavayê Kurdistanê bingeha projeyeke ji bo zarok û ciwanan hate danîn. + +Di nava vê projeyê de stadyomên sporê weke fotbul, basketbol û voleybol, navendeke rewşenbîrî û bexçeyek cih digirin. + +Berpirsiyarên projeyê dibêjin, wê di nava meh û nîvekê wê dawî li kar û barên projeyê were û wê derbasî xizmetê bibe û wê deriyê xwe ji xelkê re veke. + +Ew proje ji aliyê Dezgeha Rewangeh a Xêrxwazî û Heyva Sor a Îmarata Erebî tê avakirin. + +Bingiha destpêkirina vê projeyê, ji aliyê serokê Dezgeha Rewangeh Idrîs Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îmarat li Hewlêrê Şêx Raşid Mihemed el-Mensûrî ve li nav kampê hat danîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Saziya Ewlekariya Tirkiyê ragihand ku PKKê li 10 bajaran rêxistinên xwe ava dike. + +Saziya Ewlekariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got ";PKKê, di serî de Amed, Êlih, Wan, Bidlîs, Şirnex û Dêrsimê, li 10 bajaran rêxistinên xwe ava dike";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKKê 48 navendên perwerde li deh bajaran li dar xistiye û tê de zêdetirî 8 hezar şagirt hene. + +Saziya Ewlekariya Tirkiyê destnîşan kir ku di nav 6 mehên dawî de 317 ciwan tevlî PKKê bûne. + +Saziya Ewlekariya Tirkiyê herwiha got ";Ew ciwanên di wan navendên PKKê de perwerdeyê dibînin, wek girêbestan bi rêxistinê re îmze dikin û piraniya perwerdeyên wan navendan li ser tevgerkirin û çalakiyên li dijî dewletê ne";. + + +Enqere (Rûdaw)- Li Tirkiyê wek yekemîn car partiyek ku di navê wê de peyva Kurdistanê heye, bi fermî hate qebûlkirin. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê berî çend mehan ji bo damezirandina xwe û wergirtina moleta fermî, serdana wezareta navxwe ya Tirkiyê kiribû. + +Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wezerata navxwe ya Tirkiyê serlêdana wan qebûl kiriye. + +M. Emîn kardaş kefyxweşiya xwe li hember vê biryarê anî ziman û got ";Gelek aliyan digot ji ber peyva Kurdistanê serlêdan nayê qebûlkirin, lê me dît ku serlêdana me hate qebûlkirin. Em dê roja duşemê herin mameleya xwe bistînin û dest bi xebatên xwe bikin";. + +Kardaş biryara wezerata navxwe erênî nirxand û got ";Li Tirkiyê demekê kurdî qedexe bû. Her tiştê Kurdan qedexe bû. Niha jî em dibînin ku li vî welatî gavên baş hatine avêtin. Em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê bi hemû hêza xwe ji bo parastina mafên kurdan; bi bingeheke kurdewarî û kurdistanî amade ne têkşînê bikin";. + +Biryar e roja 28ê nîsanê endamên wê partiyê serdana Enqere bikin û li wezerat navxwe destûra avakirina partiyê werbigirin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevjîna serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Berhem Salih li ser pirsa pêkanîna hikûmetê û pişka YNK tê de, civiyan. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê, duh, Sêşemê de Barzanî ligel Hêro Xan û Berhem Salih behsa pêk anîna hikûmeta bin fereh kirin, herwiha beşdariya YNK di hikûmetê de bi girîng da zanîn. + +Ji aliyek din ve rewşa hilbijartinan tewerekî din ê civînê bû, ku tê de her du aliyan tekez kirin ku pêwîste ew prose di rewşek aram û aştiyane de birêve biçe, herwiha rêgirî li her hewleke têkdana aramiya bajarên Herêma Kurdistanê bê girtin. + +Herwiha pirsa nerazîbûna YNK li ser pişka xwe di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û rijdbûna wê li ser wergirtina Wezatreta Navxwe tewerekî din yê civîna Barzanî ligel herdu serkirdeyên YNK bû. + +Li gor çavkaniyên Rûdawê, barzanî ji Hêro Xan û Berhem Salih re gotiyr ku pirsa pêkanîna hikûmetê ligel şanda danûstandinan a PDK çareser bikin. + +Ev di demekê de ye ku Barzanî berî du rojan, di civîneke hizbî de, bersiva YNK dabû û gotibû ku Wezareta Navxwe her ya PDK ye. + +Herwiha Rûdaw zanî ku piştî bidawîhatina wê civînê, Berhem Salih ligel Nêçîrvan Barzanî civiya û behsa pişka YNK di hikûmetê de kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Derbarê kolandina xendekan de, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku polîtîkaya AKPê ya li dijî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî polîtîkayên aştiyê ne. + +Demîrtaş got ";Kolandina xendekan, pêkanîna ambargoyan, astengkirina neşandina amûrên mirovahî, piştgirîya komên radîkal, yek ji şaşiyên sereke yên ku pêvajoya aştiyê dînamît dike";. + +Hevserokê BDPê diyar kir ku ";kesên ku xendek kolandin di bin xendekê de man û ti caran xendek meşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê nade sekinandin";. + +Demîrtaş herwiha got ";Ne bi xendekan, lê bi yekçtiya gelan divê çareserî pêk bê. Bi kolandina xendekan ewlekarî pêk nayê, lê berevajî wê yekê, ew pirsgirêkan kûrtir dike";. + +Demîrtaş bal kişande ser PDKê û got ";Eger wiha berdewam bike, ewê di dema pêş de rê li ber pirsgirêkan veke";. + +Demîrtaş herwiha got ";PDKî zirarê dide me hemûyan";. + +Di vê barê de KCKê jî daxuyaniyek da û got ";Wê siyaseta xendekvaniyê bi sernekeve û em ji PDKê daxwaz dikin ku yekser dest ji vê helwesta xwe ya şaş û neheq berde û bi kûrkirina sînorên mêtîngeriyê re yên li Kurdistanê ti pirsgirêk çareser nabe";. + +Li ser van xwepêşandan û êrîşên partî û rêxistinên nêzîkî PKKê û yên ser bi wê ve, li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê di derbarê kolandina xendekê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ";Kolandina wan xendekan ne li dijî ti kesî û ti aliyan e, armanc ji wê yekê parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê ye û parastina herêma Kurdistanê xeta sore û di ser her tiştî re ye";. + +Serokwezîr Barzanî herwiha got ";Ji bo parastina Herêma Kurdistanê çi pêwîst be, emê bikin, wê kolandina xendekan berdewam bikin û eger ku pêwîst bû emê tiştên din jî bikin";. + +Di barê heman mijarê de, fermandarê giştî yê pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî jî di hevpeyvîneke xwe ligel malpera Nêrîna Azad de got ";Bi armanca perçekirina Başûrê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê, sala derbas bûyî hikûmeta Iraqê dest bi operasyonên hêzên Dicle kir. Lê hêza Pêşmerge ew neçar kir ku gava xwe paşve bavêje û paşve vegere. Diyare, tiştê ku Malikî bi hêza eskerî nikarîbû, bi rêya PKKê provokasyonên pêk tîne. Piştî hevdîtina Malikî û PKKê, mesela xendekê kete rojevê";. + +Ezîz Weysî herwiha got ";Cihê ku xendek lê tê kolandin, ew cihe ku qaçaxcî lê tevdigerin, li wê derê hêzên ne di bin kontrolê de sînor ji xwe re bikar tînin û ne tenê qaçaxcî, herwiha çekdarên el-Qaîde jî, sala derbasbûyî ew sînor bikar anîn, tê de derbasî Hewlêrê bûn û li Hewlêrê bi êrîşê rabûn";. + +Weysî diyar kir ku ";deriyên sînor ên fermî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve vekiriye û xwedîderketina li Kurdên Rojava û pêşwazîkirina wan deynek e";. Fermandarê giştî yê Pêşmergeyan got ";Tiştek tine ye bi navê Pirsa Xendekan, pirsa parastina ewlekariya Kurdistanê heye. Li derdora Hewlêrê bi xwe jî xendek hatine kolandin û kolandina wan xendekan li ser sînor ne li dijî PYDê ye û ne jî li dijî hêz yan jî aliyekî din e";. + +Di dawiya hevpeyvîna xwe de Ezîz Weysî got ";Hinek alî dixwazin bi destê PKKê istîqrara li Herêma Kurdistanê xerab bikin û di nava Kurdan bi xwe de şer derxînin"; û ji PKKê xwest ku neyê wê lîstokê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Pejirandin û belavkirina yasaya partiyên siyasî ji aliyê Encûmenên yasadanînê yên Kantonên Efrîn, Kobanî û Cezîrê tevlîheviyek li qada siyasî ya Rojavayê Kurdistanê çêkir û helwest û nêrînên cûda di navbera yasanas ûsiyasetmadarên rojavayê kurdistanê de derxistin holê. + +Encûmenên yasadanînê ên her sê Kantonên ku li Herêmên Rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Kobanî û Cezîrê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ve di dawiya meha çile ya 2014an de hatibûn ragihandin, roja sêşemê yasaya partiyên siyasî ji 22 xalan ragihandin. + +Endamê serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd û sekreterê Tevgera Çaksaziyê Fêsel Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku Encûmena Niştimanî ev mijar gengeşe nekiriye lê helwesta Encûmenê ya berê ew e ku ew ne têkildarî van Kantonan û biryarên rêveberiyên wan in. + +Fêsel Yûsif dazanîn ku ew di baweriyê de ne ku rêxistkirina jiyana siyasî têkildarî çareserkirina rewşa giştî ya Sûriyê ye ku divê hemû alî ji bo Sûryeyeke demokrat ku mafên hemû pêkhateyan û di nav de jî gelê kud tê de parastî be kar bikin. + +Yûsif herwiha got ew weke Encûmena Niştimanî heta niha xwe xwediyê Rêkeftina Hewlêrê û komîteyên wê dibînin û got di vê qonaxê de girînge ti astangî li pêş xebata tevgera siyasî ya kurd neyên danîn û diyar kir ku ev yasaya partiyan weke rêgirtinekê li pêş karê hevbeş û bizavên hevtêgihştinê ye. + +Ji aliyê xwe ve, Endamê polîtbîroya Partiya Yekîtiya kurd Ebdulbaqî Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku bê guman wê helwesta partiya wan derbarê vê yasayê de hebe lê ew dixwazin pêgehê Encûmena Niştimanî xurt bikin û hewesteke tevahî ji Encûmenê derbarê vê mijarê de hebe. + +Ebdulbaqî Yûsif got armanca derxistina vê yasayê bi vî awayê bilez birina fişarê li ser Encûmena Niştimanî ya kurd û partiyên wê ye ne ku rêkxistin û hêsanîkirina jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye. + +Yûsif da zanîn ku destê rejîma Sûriyê di Herêmên Rojavayê Kurdistanê dirêj e û ev dam û dezgehên li van Herêman tên damezrandin ku girêdayî PYDê ne di çarçoveya hevtêgihştin û hemahengiya bi rejîmê re tên sazkirin. + +Niha li Rojavayê Kurdistanê du yasayên Partiyên siyasî, yek ji aliyê hikûmeta Sûriyê û yek jî ji aliyê Rêveberiyên Kantonan ve hatine sepandin, lê biryara yekalîker derbarê karê siyasî de li partiyên siyasî yên li rojavayê kurdistanê dimîne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş piştî civîna partiya BDPê û HDPê li Parlamentoya Tirkiyê bi rojnamevanan re civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê tevlîbûna BDPê ji HDPê, posta wî di dema bê de û mijarên hilbijartinên serokomariyê de şiroveyên xwe kirin. + +Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku di heftiya bê de roja duşemê wê parlamenterên BDPê bi fermî tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin, lê ti niyeta wî ku bibe serok yan hevserokê HDPê tine ye û ewê wek parlamenterekî HDPê karê xwe berdewam bike, lê wê di rêveberiya BDPê de dewam bike û çi pirsgirêkên ku derkevin wê hewl bide ku çareser bike. + +Demîrtaş got ";Pêwîste HDPê êdî wek partiya çepgiran li xwe tamaşe neke û bibe partiya hemû gel û pêkhatiyên li Tirkiyê û divê vê carê pêkheteyên kesên Misilman bi aweyekî berfireh ber çavan re derbas bikin û wan tevlî tekoşîna xwe bikin, lê dema ku parlamenterên BDPê tevlî HDPê dibin, nayê wê wateyê ku BDPê dê bê hilweşandin, BDPê wê berdewam be, lê dê bi heman navî û heman naverokî berdewam bibe, emê li benda pêşinyariyên rêberê PKKê Abdullah Ocalan derbarê karê HDPê û BDPê bibin ka ew çi difikre û çawa dibîne";. + +Hevserokê BDPê derbarê hilbijartinên serokomariya ku li meha tabaxê de bê kirin de destnîşan kir ku heta niha ti berbijêrên wan tine ye, ti kes serkeftina HDPê di van hilbijartinan de jî hêvî nake, ji ber ku nû ye, lê ew piştgiriyê nadin, ti berbijêrên AKPê, CHPê û MHPê, lê îhtimala di tora dûyem a hilbijartinê de helwestên xwe diyar bikin, lê bila ti kes bawer neke ku ewê pêvajoyê bikin bazara hilbijartinê. + +Selahedîn Demîrtaş herwiha got ";Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan nikare bi van raman û helwestên xwe bibe serokomar, ji ber ku ne serokwezîrê herkesî ye, tenê serokwezîrê hin kesên ku deng dane wî, belê serokomar pêwîste serokomarê herkesî û her gel û pêkhateyên li Tirkiyê be û pêvajoya aştî û çareserî bi awayekî rast pêşve bibe heta çareseriyê û eger serokomar jin be jî ewê bêhtir piştevaniyê bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî ragihand ku pirsa wergirtina posta Wezareta Navxwe yek alî bûye. + +Fazil Mîranî ku mêvanê bernameya Kevana Sor bû li ser Rûdawê, behsa pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û arîşeyên li pêş kir. + +Mîranî di vî warî de ragihand ku pirsa wergirtina Wezaret Navxwe yek alî bûye û got:";Berî niha Serok Barzanî got Wezareta Navxwe bo PDK ye, em jî li ser wê yekê kar dikin da em vê axevtinê bi cî bikin."; + +Sekreterê polîtburoya PDK pêşbînî kir ku berî encamdana hilbijartinan dê awayê hikûmeta nû diyar bibe û amaje kir ku: ";Eger YNK berî hilbijartinan beşdarî hikûmetê bibe dê cîgirê serokê parlamentoyê werbigire, ji xwe PDK bi wergirtina posta sekreterê parlamenoyê zirarmend nabe."; + +Di bersiva pirsyara ku eger YNK berî hilbijartinan neyê nav hikûmetê, Mîranî got: ";Wê demê dê gotineke me ya din hebe."; + +Herwiha sekreterê polîtburoya PDK ragihand ku: ";Nabe hemû tiştê ku hevpar bixwaze pêk bê."; + +Derbarê wan postên ku bo YNK jî hatine danîn, Mîranî got ku ew guncae ne. + +Ji aliyek din ve Mîranî behsa daxwaza Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir bi guhertina Wezareta Elektrîkê û got: ";Nabe ku me wezaretek bo aliyekî danabe û piştire bidin aliyekî din, lê dibe ku ligel Wezareta Elektrîkê em posteke din bidin wan."; Herwiha ragihand ku: ";Bi hemû lojîkekê cihê Yekgirtû di nava hikûmetê de ye."; + +Sekreterê polîtburoya PDK behsa rêkeftina stratîjîk di navbera PDK û YNK de jî kir û got: ";Eza nabêjim ku rêkeftina stratîjîk nemaye."; + +Lê di nêrîna wî de sedema sereke ya kalbûna rêkeftina stratîjîk daketina her du aliyan bi cuda di hilbijartinên 21ê Êlûna sala bû û got: ";Li gor rêkeftina stratîjîk pêwîstbû em bihev re beşdarî hilbijartinan bane, tevî hilbijartinên rêxistin û sendîkan, lê YNK ne tenê di hilbijartinên parlamentoyê de bi tenê beşdar bû, lê li hilbijartinên sendîkaya parêzeran jî ligel opozîsyonê rêkeftin kir."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê tekîd kirin ku rêkeftina Hewlêrê bijardeya herî baş e ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê. + +her du polîtbîroyên Partiya Yekîtî û Pêşverû duh li bajarê Qamişlo civiyan û piştî civînê daxuyaniyek derxistin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di tîrmeha sala 2012an de navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, bijardeya herî baş e. + +Her du partiyan herwiha gotin ku ";siyaseta tekane û piştguhxistinê ya ku EGRKê dimeşîne, rewşa Kurdan aloztir dike û nakeve xizmeta gelê Kurd de";. + +Derbarê ENKSê de, Partiya Yekîtî û Partiya Pêşverû tekîd kirin ku divê rola encûmenê bê aktîvkirin ji bo ku bikaribe erkên xwe li ser asta niştimanî û neteweyî bi cî bike. + +Her du partiyan herwiha tekîd kirin ku bijardeya leşkerî di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de êdî mustehîle û ji civaka navdewletî xwestin guvaşên zêdetir bixin ser rejîm û opozîsyonê ji bo ku li danûstandinên Cenêvê vegerin. + +Partiya Yekîtî û Partiya Pêşverû herwiha gotin ";Cenêv bijaredeya herî baş e ji bo ku Sûriyê ji vê krîzê rizgar bike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Kurdên Diyasporayê, Rûdaw, bi mijarên germ û balkêş îro sibehê ket ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê. + +Di hejmara 246an a çapa Ewropa ya Rûdawê de, kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de behsa hewlên nêzîkkirina PDK û PKKê dike. + +Pêncwînî derbarê hewlên xwe de zanyariyên balkêş û nû aşkere dike, ew li ser navê Ocalan dibêje ku bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana jî bibe cîgira wî. + +Herwiha serrawêjkarê aborî yê serokwezîrê Tirkiyê Yigit Bulut ji Rûdawê re diaxfie û dibêje ku Herêma Kurdistanê dikare bibe welatekî ji Îsraîlê xurttir + +Çapa Ewropa ya Rûdawê herwiha wek her hefte cihekî taybet daye nivîskarên xwe û tê de Ako Mihemed ";Dewleta Kurdistanê û dirustkirina hevkêşiyê di navçeyê de"; dixe rojevê, Selahattin Çelik ";Rojeva bê bername"; şirove dike, Jan Dost jî dibêje ";Marquez ne Kurd bû!"; û Prof. Dr. Dr. Ilhan Kizilhan dinvîsîne ku ";Xulamtî an jî Mîrantî: Heyraniya desthilatdaran"; e. + +Ev mijar û çend mijarên din ên di rojeva Kurdên li seranserê dinyayê de di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin. + +Amed (Rûdaw)- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera komkujiya Ermeniyan de peyamek belav kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku wê komkujiyê bi hemû rastiyên xwe aşkere bike û ji Ermeniyan lêborînê bixwaze. + +Di ser tevkujiya Ermeniyan re 99 sal derbas bûn. Li gorî Ermeniyan li Tirkiyê milyonek û nîv ermenî hatine kuştin û ev pêkanîn jenosîd e. + +Hin parlamentoyên welatên Ewropayê jî ev bûyer weke jenosîd pejirandin û ji Tirkiyeyê xwestin ku jenosîda Ermeniyan bipejirîne, Lê Tirkiyê ev 99 sal in hertim vê yekê weke bûyereke trajîk bi nav dike û îdîa dike ku Ermeniyên jiyana xwe ji dest dane di koçberiyê de ji ber nexweşiyê mirine. + +Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku weke sîwana hin fraksiyonên Kurd, Ermen û Sûryaniyên li Bakurê Kurdistanê ye, bi boneya vê rojê peyameke nivîskî belav kir. + +KCDê di peyama xwe de xwest dewleta Tirkiyê rastiya dîrokî bipejirîne, komkujiyê bi hemû rastiyên xwe aşkere bike û ji Ermeniyan lêborînê bixwaze. + +KCDê herwiha daxwaz kir ku bi komkujiya Ermeniyan re, dewleta Tirkiyê komkujiyên li hemberî Kurdan li Amed, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Sêwas, Roboskî, Gever û Licê jî bipejirîne, lêborînê bixwaze û van komkujiyan bi her awayî lêkolîn bike û aşkere bike. + +Di sala 1915an de li Tirkiyê ku wê demê dewleta Osmanî bû, li hemberî Ermenî, Kildanî, Sûryanî û Nastûriyan komkujî pêk hatibû û ji milyonekî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan. + +Duh serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxuyaniyek bi 9 zimanan derxist û tê de serxweşî li neviyên qurbaniyên komkujiya Ermeniyan kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Adil Hiznî îro serê sibehê li Başûrê Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe. + +Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, îro serê sibehê dilê wî sekinî. + +Adil Hiznî di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû. + +Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û li gundê Til Helef li başûrê wî bajarî, 2 otombîlên bomberkirî teqiyan. + +Çalakvanê siyasî Zekî Hecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro derdora saet 11.30 bi dema Qamişlo, 2 teqînan bajarê Serê Kaniyê û gundê Til Helef (2 kîlometroyan li başûrê bajêr) hejand. + +Hecî got ku otombîlek li kêleka dibistana Usame Bin Zeyd li ser rêya Dirbêsiyê ku YPGê ji xwe re kiriye baregeh, tînin teqiya û otombîlek din di heman demê de li gundê Til Helef teqiya. + +Li gorî zaniyariyên wî çalakvanî, di encama her du teqînan de, hejmarek kes jiyana xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne. + +Hecî da zanîn ku birîndar ji bo nexweşxaneya Roj li bajarê Serê Kaniyê hatine rakirin û rêveberiya nexweşxaneyê daxwaza xwînbexşînê ji bo birîndaran dikin. + +Hecî herwiha diyar kir ku bajarê Serê Kaniyê ji bal hêzên YPGê ve dorpêçkirî ye ";ji ber tirs heye ku hin otomobîlên bombekirî yên din hebin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Perlemeterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan ragihand ku, eger HDPê dixwaze biserkeve, pêwîste nivî endamên wê ji kesên oldar bin, ji ber piraniya civaka Kurdistanê û Tirkiyê oldarin. + +Tan ji çapemeniyê re axifî û got, herçend AKP xwest bibe partiya partiya hemû gel û pêkhatên li Tirkiyê lê ebû, ji ber wê jî eger HDP dixwaze bibe partiya herî mezin di opozîsyonê de, divê nûnertiya hemû pêkhatiyên Tirkiyê, Misilman, Ewlewî, Kurd, Ereb, Ermenî, û demkratxwazan bike. + +Altan Tan diyar kir ku, tişt nabe kunavê BDPê bê guhartin, lê divê ne tenê perlementerên BDP tevlî HDP bibin, lê pêwîste hevserokên şaredariyan jî tevlî HDPê bibin. + +Perlementerê BDP yê Amedê anî ziman ku,eger BDP dimîne ji bo ku KCK di riya wê de siyasetê bike, bila wiha bibe ku PKK bi navê xwe rasterast li Tirkiyê siyasetê bike, ji ber wê jî eger rast Tirkiyê dixwaze ji pirsgirêkan xilas bibe û bibe dewleteke demokratîk, pêwîste rêberê PKKê Abdula Ocalan ji girtîngehê derbikeve, û bi awayekî aşkere siyasetê bike, û herwiha kesên li Qendîlê jî. + +Altan Tan da zanîn ku, di hilbijartinên 2011an de, wan ji sedî 15 zêdebûnê dengan anîn, lê ji ber ku bi awayekî îdolojîk û çepgir nîzîkî siyasetê bûn, û ji ber ku diruşma Xweseriya Demokratîk dê ava bikin, ku ewqas cî negirt, tenê ji sedî 5 vebûn çêbû, û nîvî dengên kurdan ji AKPê re çûn. + + +Duhok (Rûdaw)- Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, hejmarek mamostayên zanîngehê gotûbêj li ser sedemên bicihnekirina benda 140 a destûra Iraqê kirin. + +Benda 140 taybete bi wan navçeyan ku di serdema desthilata Partiya Baes de guhertinên demografî lê hatine kirin, ji wan parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên wek Şingal, Mexmûr û Xaneqîn ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin. + +Mamostayên zanîngehê ku di gotûbêjê de beşdar bûn, bicihnekirina benda 140 li çend sedeman vedigerînin, ji wan bandora welatên cîran, projeyên partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û hebûna petrolê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor amarên Rêveberiya Pirtûkxaneyên Giştî ya Hewlêrê, di meha Adara borî de 1 hezar û 59 kesan wek mêvan û xwendevan serdana pirtûkxaneyên Hewlêrê kirine. + +Lê bi gotina wan, rêjeya xwendevanên pirtûkan li hember salên heftê û heştêyî, gellekî daketiye, lewra di Roja Cîhanî ya Xwendina Pirtûkan de hinek pêşniyarên wan ji aliyên peywendîdar re hene da ku xelk zêdetir pirtûkan bixwîne. + +Di vê barê de Rêvebera Pirtûkxaneya Zeytûn a Hewlêrê, Naz Felekedîn Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:";Jibilî pêşketina teknelojiyê ku bûye sedema wê ku xwendina pirtûkan di civaka Kurdistanê de kêm bibe."; + +Ji laiyek din ve mamostayê Peymangeha Kargêrî ya Hewlêrê Seidullah Nûrî Pîrdawûd got: "; Li Başûrê Kurdistanê, 163 çapxane hene, ji wan 85 li sînorê parêzgeha Hewlêrê û 75 li Silêmaniyê ne, yên din li Dihokê û Germiyanê ne. Berpirsên pirtûkxaneyan jî daxwaz dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bêtirî girîngiyê bide çapxaneyên navxweyî."; + +Li gor amarên çapxaneya giştî, di sala 2013an de 2 hezar û 458 pirtûk li Başûrê Kurdistanê hatine çapkirin, ji wan bi tenê yek pirtûk akademîk e lê piranî pirtûkên olî û helbestan e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa daxwaz ji parlamenterên Gorranê kir ku bi hûrî çavdêriya hikûmeta bê li Herêma Kurdistanê bikin, hevdem red kir ku ti rêkeftineke siyasî di navbera Tevgera Gorranê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de çêbû be. + +Medyay Tevgera Gorranê belav kir ku, di civîna xwe ligel Parlamenterê Gorranê de, Newşîrwan Mistefa daxwaz ji parlamenteran kir ku bi hûrî çavdêriya kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrên wê bikin, herwiha çav li ser her kêmasiyekê jî negirin. + +Herwiha Mistefa daxwaz ji parlamenterên tevgera xwe li Parlamentoya Kurdistanê kir ku wan proje yasayên ku di xizmeta hemwelatiyên Kurdistnê de ne bipejrînin. + +Derbarê gotegotên hebûna rêkeftinekê navbera PDK û Tevgera Gorranê de, Mistefa wiha diyar kir: ";Ji bilî wê kaxeza ku derbarê pêk anîna hikûmetê de hatiye îmze kirin, ti rêkeftinek siyasî navbera me û PDK nehatiye îmze kirin."; + +Herwiha di civîna Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê ligel parlamenterên wê tevgera, besha gavên dawî yên pêk anîna hikûmetê û hilbijartinên desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Adil Hiznî îro serê sibehê li Başûrê Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe. + +Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, îro serê sibehê dilê wî sekinî. + +Di derketina xwe ya dawî de li ser medyayê, hunermend Adil Hiznî di raporteke Rûdawê de got: ";Qamişlo welatî min û welat gelek şêrîne."; + +Adil Hiznî di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû. + +Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye. + +Dirbêsiyê (Rûdaw) – Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Mehmûd Beşar ji aliyê hêzên asayişa PYDê li Dirbêsiyê hat girtin. Malbata wî jî ragihand, asayişê ji wan re gotiye, dê piştî lêpirsînê wî berdin. +Duh bi şev rojnamevan û peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Mehmûd Beşar li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê asayişa wî bajarî ve hat girtin. +Derheqê girtina Mihemed Beşar de, malbata wî ji Rûdawê re ragihand ku duh Asayişa Dirbêsiyê ew girtin û piştî ku serdana wan kirin, cara ewil înkar kirin ku Beşar li ba wan be lê cara duyem ji wan re gotin, dê lêkolînê pê re bikin û paşê wî berdin. +Li gorî agahiyên malbatê Beşar, dostekî Beşar jî ku ji Tirkiyê hatibû ba wî ji aliyê hêzên Asayişa Dirbêsiyê ve hatiye girtin. +Di sala 2004an bi hêceta ku beşdarî serhildana Qamişlo bûye, ji Zanîngeha Şam hatibû avêtin, lewma neçar ma berê xwe bide Herêma Kurdistanê û li zanîngeha Silêmaniyê hat wergirtin. +Mihemed Beşar piştî kirîza Sûriyê vegeriya bajarê xwe, Dirbêsiyê, û li wir dest bi xebata xwe ya rojnamegeriyê kir û ev zêdetirî 9 meh in wek peyamnêrê Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê kar dike. + +Kobanî (Rûdaw)- Duh bi erêkirina Asayîş û Yekîneyên Parastina Gel li herêma Kobanî, konvoyeke leşkerî ya Tirkiyê, bi mebesta seredana gora Sultan Silêman Şah, ya ku li rex çemê Ferat û nêzîkî pira Qereqozaq li başûrê herêma Kobanî ye, hêzên Tikriyê di deriyê sînorî re derbasî herêma Kobanî bibûn. + +Ew konvoya leşkerî ji hejmareke mezin ya tank û topên Artêşa Tirkiyê tevî 500 esker pêk hatibû. + +Piştî ku Asayîşa herêma Kobanî konvoyas leşkerî ya Tirkiyê gihandibûn çar rêya gundê Xurûs, ku ew xala dawiyê ye li Başûrê herêma Kobanî û di bin kontrola YPGê de ye û nêzîkî 5 km dûrî gora Silêman Şahe, hêzên tirk riya xwe ber bi Silêman Şah ve berdewam kiribûn, di rê de çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) konvo rawestandibûn. + +Çavkaniyeke nêzîkî YPGê ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re li herêma Kobanî tekeze kiribû, ku piştî rawestandina konvoya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, bi demekê, DAIŞ ji wan re erêkiribû ku ew seredana gora Silêman Şah bikin, lê DAIŞ ji wan xwestibû ku ew di deriyê sînorî yê herêma Cerablusê re vegerin Tirkiyê. + +Di derbarê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji bo Sûriyê, Wezîrê Derve yê wî welatî Ahmet Davutoglu got, ew esker ji bo nobeta li ser gora Silêman Şah biguherin derbasî nava axa Sûriyê bûne. + +Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirkiyê Hulusî Akar jî ragihand ku tiştekî awarte tune ye û armanca wan ji şandina eskeran guhertina nobeta li ser gorê ye, ku hikûmeta Tikiyê, wê axa ku gora Silêman Şah li ser hatiye avakirinû di nava axa Sûriyê de ye, axa xwe dibîne. + +Wezîrê derve yê Tirkiyê, Davutoglu, li parlamentoya Tirkiyê di dema dayîna resepsyonekê de, got ji bo parastina gora Silêman Şah, di warê ewlekariyê de çi were xwestin ewê bikin. + +Çekdarên Daiş jî, ku li derdora wê herêmê destelat in, got ku tank û topên Tirkiyê derbasî nava xaka SÛriyê bûne û li derdora Silêman Şah cih girtine. + +Hate idîakirin ku Tirkiyê nêzîkî 500 esker ji bo parastina wê gorê, derbasî nava axa Sûriyê kirine. + +Silêmanî (Rûdaw) - Li gor kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, PKKê û Qendîlê, Mihemed Emîn Pêncwînî, got, ";eger PDK û PKK bicivin û çareseriyekê ji bo rewşa Rojava nebînin, hinek derfet ji dest diçin."; +PKK doza civînê dike +Nûtirîn dîdara navbera Nêçîrvan Barzanî û Heme Emîn Pêncêwnî di van çend rojên borî de pêk hat. Navborî doz li Nêçîrvan Barzanî kir ku di van nêzîkan de ligel PKKê bicivin, ku wek ew dibêje ev ne yekem car e ji bo vê mebestê Nêçîrvan Barzanî dîtibe: ";Biraderên PKKê berê ji min re gotin ku ji Nêçîrvan Barzanî re bêjim, ew her demê amade ne ligel serkirdayetiya PDKê bicivin, ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûrî (PDK-S) bi heman awayî. Nêrîna Nêçîrvan jî erênî bû."; + +Navborî dibêje berê jî rûniştinên van herdu aliyan hebûn, hinek caran gihiştine encamê û hinek caran jî nakokiyên wan weke xwe mane û got: ";Dîtina min a dawî ligel Nêçîrvan li ser pêşniyara min û agahdariya PKKê bû."; + +";Fifty fifty li Rojava bi ser nakeve"; +PDK, PYDya nêzîkî PKKê tawanbar dike ku ew bi awayekî tekalî Rojava birêvedibe û rê nade patiyên din ku tevlî proseya siyasî bibin. +Bi baweriya Mihemed Emîn Pêncwênî, divê di rûniştinan de PDK û serkirdeyên PKKê pêşî li ser wê yekê li hev bikin ku wek qonaxa yekem êrişên medyayî li beramber hev rawestînin û dibêje: ";Biraderên Rojava ku hevpeymaniya xwe di çarçoveya partiyekê de bi navê PDK-S dirust kirine, doz dikin hêz û asayiş û beşdariya wan jî di hikûmetê de hebe. Qedexe li ser vê yekê li cem PYDê nîne, lê têbîniyên wan jî hene. Dibe bi danûstandinê vê yekê çareser bikin. Çareserî jî ewe ku hêza wan hebe, lê yek serkirdayetiyê dirust bikin. Bi baweriya min ev kanton bûne de-fakto û xwe digirin, divê danûstandin ligel bibe û divê hêzên din jî herin hevbeş bin û bi hev re bibin xwediyên tiştan."; + +PDK-S piştî ragihandina xwe vegeriya Rojavayê Kurdistanê û dozê li PYDê dike ku li wê derê desthilatê û hêzê bi awayê 50 bi 50 dabeş bikin, lê Pêncwênî dibîne ku ev yek bi ser nakeve: ";Ezmûna fifty fifty ya tahl heye, lê xalên hevbeş hene, dikarin li ser xalên hevbeş bigihijin hev û piştre li ser xalên nakokiyan jî li hev bikin. Li cem PYDê dozdariya bûna hêz û asayişa PDK-Sê li Sûriyê cihê danûstandinê ye."; + +Niha hemû hatin û çûn di navbera Bakur, Rojava û Başûr de ji bo rûniştina PDKê û PKKê ye. Nîşan wiha didine xuyanê ku di van nêzîkan de wê ev hevdîtin pêk be. Bi baweriya Pêncwênî, eger PDK û PKK li hev bikin, rewş li Rojava jî aram dibe: ";Ez dozê li herdu aliyan dikim ku vê pirsê bidin dest Kurdên Rojava bi xwe."; + +PDK û PKK du hêzên mezin in li vê navçeyê. PKK nûneriya beşekî mezin ji Kurdan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike. Her tevgereke vê hêzê li cem beşekî ji dewletên ewropî jî xwendin jê re dibe. Hevdem Başûrê Kurdistanê cihekî jeopolîtîkî yê gellekî girîng e li navçeyê, vê yekê wiha kir ku ev du hêz berdewam pêwîstiya wan bi nêzîkbûnê hebe. + +Li gor Mihemed Emîn Pêncwênî, dibe ku petrol bibe faktorekî erênî ji bo dirustkirina dewleta kurdî: ";Wê pêwendiya Tirkiyê ligel me wiha kir ku Tirkiye ji bo konfedrasyonê ne rêgir be û Îran jî karekî wiha nake ku têk bibe."; + +PKK razî ye Barzanî bibe serok +Pêncwênî behsa rola Ocalan kir û red kir ku bandora wî li ser PKK nemabe û dibêje ";rola rêzdar Ocalan di bidawîanîna nakokiyê de heye. Heta niha jî gotina wî ya yekem e û min doz lê kir ku bi xwe têkeve pirsê ji bo hêminkirina vê rewşê. Nameyek ji bo cenabê serok Barzanî şand û got ew razî ye ku ew bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana bibe hevserok, ev bi ser neket. Nameya din a dawî şand ku kak Mesûd bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla jî bibe cîgira wî û niha danûstandin li ser dibe."; + +Pêncwênî herwiha got ku nêrîna Ocalan ew bû ku PKK ligel hêzên siyasî bi her awayî hewl bide nakokiyên sade û navendî çareser bikin û ";kêşeya PKKê bi wê yekê nîne ku kak Mesûd serokê Kongreya Neteweyî be."; + +Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de BDP û AKPya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan di berberiyeke xurt de bûn, tevî ku nêrîna Ocalan derbarê Erdogan de erênî ye û berê jî got ku ji bo proseya aştiyê hêviyekê di Erdogan de dibîne. Lê di meha Tebaxê de berberiya li Tirkiyê ji bo hilbijartina serokatiyê dîsa gurr dibe. Kurdan heta niha berendamekî xwe ji bo vê hilbijartinê diyar nekirine. + +Pêncwênî dibêje heta niha nîşan wiha diyar dikin ku ";Kurd piştgiriya Erdogan bikin. Nameyên Ocalan ku dibêjin eger Erdogan here ev prose radiweste, wiha dike ku Kurd piştgiriya wî bikin, lê têbîniyên Kurdan jî hene."; + +Doza sereke ya Kurdan jî sererastkirina destûra Tirkiyê ye. Lê gelo dibe? Navborî dibêje Erdogan hewl dide ku sîstema Tirkiyê biguhere û bike sîstema serokatiyê, ev jî ji bo wê yekê ku hemû desthilatan li cem xwe bicivîne; ";Hingê diyar dike çi dike."; + +Pêwendiya YNKê û PKKê +Di vê demê de YNKê serdanên xwe ji bo Bakurê Kurdistanê zêde kirine, bi taybetî piştî ku Mesûd Barzanî û Erdogan serdana Amedê kirin. Pêncwênî pêwendiyên 10 salên borî di navbera PKKê û YNKê de bi ";başî"; dinirxîne. Lê got: ";PKK û YNK naçin bereyekê. Dibe sûda piştgiriya PKKê ji bo YNKê hebe, bi taybetî ji bo hilbijartinê. Beşek ji neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê niha bi awayekî gellekî erênî li siyaseta YNKê dinêrin."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Di salvegera roja destpêka komkujiya li dijî Ermenî û Siryaniyên Anatolyayê de li Kolana Hunerê ya navenda bajarê Dêrsîmê, pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyeke bîranînê li dar xist. + +Hevseroka HDPê ya Dêrsîmê Fatma Kalsen li ser navê girseyê daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên dewletê yên înkarê hê jî berdewam dike. Kalsenê qirkirina Xirîstiyanên Anatoliyayê bi bîr anî û got ku ew jidil hest bi êş û jana gelên Ermen û Siryan dikin û qurbaniyan bi rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin. + +Kalsenê derbirî ku pêş ku qirkirina 1915an sed saliya xwe temam bike, divê tazmînata mexdûrên qirkirinê bên dayîn. Kalsenê qala berpirsyariyên rêveberiya Tirkiyê kir û di vî warî de wiha pê de çû: "Sînorê Tirkiye û Ermenistanê yê yekalî hatiye daxistin, divê bi temamî û ji binî ve bê vekirin. Pêwîst e mafê hemwelatîtiya Ermen û Siryanên li diyasporayê ne li wan bê vegerandin. Divê dawî li morkirina zanyarî, nav û nasnameyan were. Divê mexdûrên qirkirinê bên qerebûkirin. Divê gelê Siryan jî ji 'Mafên Kêmaran' ên di Peymana Lozanê de cî digire, sûd werbigire. Pêwîst e dibistan, dêr û cihên gelemperî yên gelên Ermenî û Siryanî bên nûkirin (çaksazî) û li wan bên vegerandin." + +Kalsenê got ku di encama bûyerên ku di sala 1925an de, di dema Yekemîn Şerê Cîhanê de, bi biryara Cemiyeta Îtîat û Terakî li dijî Ermenî û Siryaniyan hatin destpêkirin de tê gotin ku mîlyon û nîv kesî jiyana xwe ji dest dane. + +Gelê Ermenî vê komkujiyê wekî Medz Yexern (Kareseta/Qirkirina Mezin), gelê Siryanî jî wekî Seyfo (Şûr) bi nav dike. + +Di bîranîna girseyî de Asadûr Enver Devletlî yê ku yek ji Ermeniyê Dêrsîmê ye got ku ew hêvîdar e di salvegera sedemîn de dê hîn bîranînên mezintir bê lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkere kir ku di encama her du teqînên ku duh li bajarê Serê Kaniyê û gundê Til Helefê de qewimîn, 10 kesan jiyana xwe ji dest da. + +Duh piştî nîvro otombîleke bombekirî li ber navenda YPGê li bajarê Serê Kaniyê teqiya, di heman demê de otombîleke din a bombekirî li ber xaleke kontrolê ya asayişa PYDê li gundê Til Helef ê ku 2 km li başûrê Serê Kaniyê dikeve, teqiya. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku ";di her du teqînan de 3 endamên asayişê, şervanekî YPGê û 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 10 kesên din ên sivîl birîndar bûn";. + +Di daxuyaniya YPGê de ku wek baskê leşkerî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, hatiye gotin ku piraniya qurbaniyên teqîna li Til Helefê ji Erebên gund in. + +Li aliyê din, YPGê aşkere kir ku şervanekî wan li gundê Zehir el-Ereb ê di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de ji aliyê grûpeke ku ji 4 kesan pêk dihat hat kuştin. + +Li gor daxuyaniyê, piştî bûyerê şervanên YPGê karîn endamên wê grûpê bi temamî bikujin û çend gumanbar jî girtin. + + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) amadekariyan ji bo lidarxistina kongreya xwe dike û wê tê de guhertinek mezin pêk bîne. + +BDPê di kongreyê de plan dike ku navê xwe biguherîne û li şûna Partiya Aştiya Demokrasiyê (BDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ava bike. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, BDPê wê di serê meha hezîranê de kongreya xwe pêk bîne û wê navê partiya xwe biguherîne. + +Li gorî gotinên BDPiyan, partiya nû wê bibe partiya kadroyan. Li hemberî vê yekê jî dê li Tirkiye û herêmê di bin baneyê partiyekê de xebatên xwe berdewam bike. + +Di 28ê nîsanê de parlamenterên BDPê wê tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin û di bin baneyê HDPê de karên xwe berdewam bikin. + +Tê plankirin ku HDP û BDPê di hezîranê de kongreya xwe pêk bînin û piştî kongreyê, vê carê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna xwe ya giştî pêk bîne. + +Li gor heman ajansê, li bendê ye ku ji bo hevserokên KCDê, şaredarê Amedê yê berê Osman Baydemîr hevseroka KCDê ya berê Aysel Tugluk û hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş bibin namzed. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro piştî nîvro wê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bicive û biryara dawî derbarê beşdarîkirin di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bide. + +Endamê polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de wê pirsa beşdarîkirina YNKê di hikûmeta nû de û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin. + +Di bersiva pirsekê de ku gelo di wê civînê de YNKê dê biryara dawî li ser beşdarîkirina di hikûmetê de bide, Muftî got ";Ev yek wê di civînê de biryar li ser bê dayîn";. + +PDKê ku bi erka avakirina hikûmetê radibe, postên cîgirê serokwezîr, sekreterê parlamentoyê, wezareta xwendina bilind, wezareta şehîdan, wezareta tenduristiyê û wezareta rewşenbîrî wek para YNKê di hikûmeta nû de veqetandine, lê YNKê bi vê parê neraziye. + +Civîna îro ya polîtbîroya YNKê di demekê de ye ku biryar e roja yekşem an jî duşemê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya xwe hilbijêre. Lê hîn nediyare bê YNKê wê tevlî civînê bibe yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li nêzîkî bazara Macîdî Mall li bajarê Hewlêrê û di encama bûyereke trafîkê de, kurekî emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr bi giranî birîndar bû. + +Ofîsa Elî Bapîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Şerîf Elî Bapîr ê 19 salî ku xwendekarê 12ê amadeyî ye, dema cadeyeke li nêzîk mala xwe derbas dikirir, otombîleke ji curê Tida lêda. + +Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku tenduristiya kurê emîrê Komela Îslamî xirab e û bijîşkan 72 jê re danîne. + +Ofîsa Elî Bapîr aşkere kir ku Elî Bapîr û malbata wî heta niha ti dozek venekirine û her li nexweşxaneyê şorêfê otombîlê efû kirine û ji polîs re gotine ku ";tiştê çêbûye qeza û qedera xweda bû û em dozê li dijî ti kesî venakin";. + + +Elî Baprî û kurê wî Şerîf / Wêne: Malpera Şirove + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê du teqînan bajarokê Dûbiz ê ser bi parêzgeah Kerkûkê ve hejandin û di encam de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn. + +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Her du teqînê bajarokê Dûbiz li navçeya Qerebeg hatine encamdan."; + +Herwiha Qadir diyar kir ku: ";Teqîna yekem demjimêr 7:30 û ya duyem demjimêr 9 bi dema Hewlêrê hatinencamdan."; + +Di teqîna yekem de kesekî jiyana xwe jidest da û di teqîna duyem de jî efserekî Artêşa Iraqê û polîsek birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, wê sibê şemiyê biçe Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê ku ji wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê sibê biçin Îmraliyê. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Pervin Buldan ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê biçin Îmraliyê. + +Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de de barê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû, nirxandin bên kirin. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê. + +Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin. + +Amed (Rûdaw) – Serokê Platforma Kurdên Demokrat û Serokê berê yê PDK-Bakûr Sertac Bûcak, bi tundî rexne li Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) kir û got, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê PDKa eslî PDK-Bakûr ji ber wê jî nedibû wê partiyê navê PDKê li xwe kiriba ji ber ku ev kar ne exlaqî ye û xebata PDK-Bakûrê bloke dike. + +Çend roj berê partiya kurdî ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hat pejirandin. PDK-Tê roja 3ê Sibata îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabû. + +Li hember vê yekê, Serokê Platforma Kurdên Demokrat û Serokê berê yê PDK-Bakûr Sertac Bûcak, beşdarî bûltenya saet 17:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti pêwendiyeke wan bi PDK-T re tine ji ber ku partiya orjînal PDK-Bakûr nek PDK-T. + +Sertac Bûcak, bi tundî rexne li PDK-Tê jî kir û got, nedibû wê partiyê navê PDK li xwe kiriba ji ber ku ev kar ne exlaqî ye her wiha xebata PDK-Babakûr jî binpê dike. + +Bûcak diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê îsal hatiye avakirin lê partiya PDK-Bakûr sala 1965an li Amedê û bi navê PDK-T hatiye damezirandin û wiha axivî: ";Navê partiya nû TPDK ye nek PDK-T ji ber ku navê partiya eslî PDK-T."; + +Sertac Bûcak ku serokê berê yê PDK-Bakûr ye, anî ziman ku bikaranîna navê partiya wan ji aliyê partiyeke din ve exlaqî nîne û dibe sebeba derxistina tevliheviyê çimkî piştî ragihandina wê partiyê gel pîrozbahî li wan dikin lê ew ji gel re dibêjin ku ti pêwendiyeke wan bi partiya nû re tine. + +Li gorî Bûcak, zêdebûna partiyan tiştekî normal e lê divê hemû partiyên kurd li ser pirsa Kurdistanê yekdeng bin lê em bi xwe bawer in û em li ser rêya Barzaniyê nemir dimeşin, em xwe wek partiyeke opozîsyon nabînin û ti partiyeke kurdî jî mîna dujmin nabînin. + +Sertac Bûcak destnîşan kir ku divê pirsa kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin helbet mafê kurdan ên dewletek serbixwe jî heye lê şert û mercên vê yekê niha tine. + +Serokê Platforma Kurdên Demokrat eşkere kir ku li gorî wan sîstema federalîzmê li Tirkiyê dikare pirsa kurd çareser bike lê beriya vê yekê divê sîstemek demokratîk li Tirkiyê çêbibe. + +Colemêrg (Rûdaw/DÎHA) - Li Çiyayê Meskanê yê Colemêrgê ku bi lez û bez qereqolên leşkerî lê tên avakirin û tevgera leşkerî zêde dibe wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" hat îlankirin. +Li bintara Çiyayê Meskanê li gel hemû nerazîbûn û bertekan avakirina qereqolan û tevgera leşkerî berdewam dike. + +Rêxistina BDP'ê û saziyên sivîl di 6'ê Nîsanê de li dijî qereqol û kelekolan dest bi nobetê kiribûn û piştî nobeta 11 rojan Waliyê Colemêrgê daxuyanî da û diyar kir ku dê qereqol neyên avakirin, li ser soza Waliyê Colemêrgê rêveber û endamên BDP'ê dawî li çalakiya nobetê anîbûn lê dîsa xebata avakirina qereqolan dest pêkir. + +Ji ber vê jî rêveberên BDP'ê biryar girtin ku di 17'ê Nîsanê de dîsa biçin Çiyayê Meskanê û nobeta li dijî qereqolan berdewam bikin. Rêveberên BDP'ê ku çûn herêmê û bi leşkeran re hevdîtin pêk anîn, leşkeran diyar kirin ku "Herêma Qedexe ya Leşkerî" hatiye îlankirin. + +Heyeta BDP'ê ku ji Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê Mustafa Miraz Çalli û rêveberan pêk dihat çûn çiyayê Meskanê. + +Çalli anî ziman ku li lûtkeya çiyê zêdeyî 200 leşker hebûn û karê çêkirina qereqolan berdewam dike û da zanîn ku li qada ku gel lê kon vedabû nivîsa "TC" (Komara Tirkiyê) hatiye nivîsandin û leşkeran aniye ziman ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya leşkerî ve wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" hatiye îlankirin. + +Çalli, anî ziman ku ev helwest li dijî pêvajoya aştiyê ye û dê vê yekê qebûl nekin. + +Li aliyê din, Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê dê sibê saet di 11.00'an de dîsa derkevin çiyayê Meskanê û li dijî avakirina qereqolan bertekên xwe bînin ziman. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Parlamentoya Kurdistanê dê roja yekşemê (27ê Nîsanê) bicive û desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêre. + +Di çarçoveya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û li gorî agahiyên Rûdawê, Parlamentoya Kurdistanê dê roja 27ê Nîsana îsal bicive. + +Parlamentoya Kurdistanê di demekî de dicive ku heta niha YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê eşkere nekirine ka dê beşdarî hikûmeta nû bibin yan na. + +Endamê Polîtburoya Yekgirtû Ebûbekir Heledenî, li ser civîna parlamentoyê ji Rûdawê re got, emê beşdarî civîna parlamentoyê bibin ji ber ku me gellek hewl dane da ku desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin. + +Heledenî anî ziman, Yekgirtû pêkanîna hikûmet û civîna parlamentoyê ji hev cuda dibîne ji ber ku hilbijartina serokatiya parlamentoyê ji pêkanîna hikûmetê hêsantir e. + +Parlamenterê YNKê Goran Azad jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, em li dijî civîna parlamentoyê nînin, dema parlamento civiya emê jî beşdar bibin, her çiqas heta miha em bo civînê nehatibûn vexwendin jî. + +Goran Azad anî ziman, eger di civîna parlamentoyê de mebest şikandina YNKê be wê çaxê YNK dê ";bi sûrprîzekê"; bersiv bide û wiha got: ";Ez tiştekî li ser sûrprîza YNKê nabêjim, dema roja wê hat emê eşkere bikin."; + +Parlamentoya Kurdistanê, yekemîn civîna xwe ya piştî hilbijartinan roja 6ê Mijdara 2013an li dar xistibû lê ji ber pêknehatina hikûmetê civîn bêencam mabû. + +Zêdetirî 7 mehan e hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatiye kirin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye. + +Heta niha PDK, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirine lê YNK û Yekgirtûya Îslamî ji pişka xwe di kabîneya heştem de razî nînin. + +Enqere (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê recep Teyîp Erdogan cara yekem roja 24ê nîsanê ku Ermenî vê rojê weke roja komkujiya Ermeniyan qebûl dikin, peyama sersaxiyê şand. Di peyama Erdogan de ji neviyên Ermeniyên ku di sala 1915an de mirine, sersaxî hate xwastin, bi vî awayî Tirkiye yekemîn car roja 24ê nîsanê weke roja bîranînê qebûl kir. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikumetê Bulent Arinç di daxuyaniyeke taybet a ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di dema şerê cîhanê yê yekem de, digel Ermeniyan gelek neteweyan êş û azar dîtine, lê ev bûyer nayên wateya komkujiya Ermeniyan. + +Bulent Arinç got ";Di wê serdemê de gelek tiştên ne baş pêk hatine. Em vê dizanin. Ne tenê ji Ermeniyan, lê belê ji neteweyên din jî ji Tirkan jî gelek kes mirin, yan jî em bêjin hatine kuştin. Di tehcîrê de, dema Ermenî koçber bûn di rê de gelek ji wan hatin kuştin. Ev bûyer pirranî bi destê çeteyan pêk hatin. Bûyerên 1915ê li temamî Tirkiyê pêk nehatin û armanc jî tinekirina Ermeniyan nebû. + +Arinç bal kişande ser wê yekê ku Erdogan bi hestên mirovahiyê sersaxî ji Ermeniyan re xwestiye û divê Ermenistan jî li gor vê helwestê bersivekê bide. + +Cîgirê serokwezirê Tirkiyê û berdevkê hikumetê herwiha got ";Dema birêz Abdullah Gul wezîrê karên derve bû, me xwest em têkiliyên xwe bi Ermenistanê re baş bikin. Wezîrê me çû Ermenistanê, lê me got bila rewşa Azerbaycanê jî bê dîtin. Ermenistan bûyerên 1915ê ji bo xwe weke qulpekî dibîne û heta niha jî Ermenistanê sozên xwe bi cih nekirine. Dîyaspora û Ermenistan dixwaze li ser wan bûyeran propagendeyê bike û ji bo berjewendiyên siyasî bi kar bîne";. + +Ermenî roja 24ê nîsana 1915an ku wê rojê 2345 rewşenbîrên ermenî li Stenbolê hatibûn girtin, weke roja komkujiya Ermeniyan qebûl dikin û her sal 24ê nîsanê li Ermenistan û li gelek deverên cîhanê bi navê roja komkujiya Ermeniyan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. + +Amed (Rûdaw) - Di 99. Salvegera Jenosîda Ermeniyan de ji bo ku êş û qehrên Ermeniyan werin zanîn û bibîranîn, pêşangeheke ku ji 99 wêneyan pêk tê, hate vekirin. Ev wêne ji kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê û li Fransayê hatine kişandin. Kesên ku ji jenosîdê reviyane û xwe li Fransayê veşartine ji bo ku qeyda wan were girtin wek nasnameyê wêneyê wan hatiye kişandin. Ev wêne jî aliyê Komela Aram ya Parîsê ve li Amedê hate pêşandan. + +Serokê Komela Aram Narojan Artîn, li ser vê pêşangehê ji Rûdawê re got: Wateya vê pêşangehê ji bo me pir mezin e. Ev kesên di van wêneyan de kal û dapîrên me ne. Demekê ew jî li vir dijiyan Ev der ji bo wan çavkaniya bextewariyê bû. Ji bo ku careke din ev tişt nebin pêwîste em nedin ji bîr kirin. + +Rewşenbîr, siyasetmedar û rêveberên kurd jî serdana pêşangehê kirin û dan zanîn ku êş û qehrên Ermeniyan di heman demê de êşên kurda ne jî û ewê tû carî bûyerên bi vî rengî dîrokî û trajîk nedin ji bîr kirin. + +Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî serdana pêşangehê kir û ji Rûdawê re got: Em li vir ji bo ku qehr û êşên Ermeniyan parve bikin kom bûn. Ev pêşangeh jî dide zanîn ku Ermenî çiqas ji rewşên zor û giran derbas bûne. + +Pêşangeha wêneyên kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê dê heta 2'yê Gûlanê vekirî be. Rewşenbîrên kurd bang dikin ku pêwîste her kurdek ji bo empatiya xwe xurt bike serdana vê pêşangehê bike. + + + Wan (Rûdaw) – Li navçeya Elbakê ya Wanê, di encama şerê du koman de kesek birîndar bû û zarokek jî hat kuştin. + +Duh li navçeya Elbakê ya Wanê, di navbera du koman de alozî derket û di encamê de welatiyek ku tê gotin şivan bû, rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. + +Li gorî agahiyên, îro danê sibê yek ji xizmên kesê birîndar bo standina tola mirovê xwe, bi kilaşînkofê gulle berda zarokekî 12 salî yê xizmê kesê êrişkar. + +Di bûyerê de 16 gulle li zarok ket û di cih de mir. + +Piştî bûyerê hêzên polîs û cendirme dest bi lêpirsîn û lêkolînan kirin û kesek girtin lê kujerê zarokê 12 salî ji cihê bûyerê reviya. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji serkirde û damezirênerên navdar ên Tevgera Gorranê bi navê Salar Ezîz, ji tevgerê veqetiya û bi tunî rexne li Organîzatorê Giştî Newşîrwan Mistefa kir. + +Salar Ezîz ku di damzirandina Tevgera Gorranê de rolek girîng lîstibû û demek dirêj bû ji tevgerê ";xeyîdî bû";, ji tevgerê veqetiya. + +Ezîz di daxuyaniyekê de bi tundî li dijî beşdariya Tevgera Gorranê di hikûmeta nû de derket û got, Gorran ji bo guhertina sîstemê hatiye avakirin nek bo beşdarî di sîstemê de. + +Li gorî Salar Ezîz, eger mebesta Gorranê ew bû ku beşdarî vê sîstemê bibe wê çaxê bila hema nav YNKê de bima ku wê demê giranî û hêza me li hember aliyên din zêdetir dibû. + +Wî rayedarê berê yê Gorranê rexneyên giran li organîzatorê giştî Newşîrwan Mistefa jî kir û got, organîzatorê giştî kûdeta kir û xencera jehrî li canê hemû heval û hogirên Gorranê her wiha pirensîbên demokratîk û exlaqî yên tevgerê da. + +Di beşek din a daxuyaniyê de, Salar Ezîz hişyariya hebûna pilanekê li dijî bajarê Silêmaniyê dide û dibêje, pilanek ji bo alozkirin û têkdana Silêmaniyê hatiye amadekirin û mebesta pilanê jî nehîştina aştiya civakî û şikandina hemû tiştên pîroz û berdana hev û astengkirina vegera destûrê bo parlamentoyê, şikandina hestên netewî bi taybet hilweşandina refên YNKê ye. + +Ezîz di berdewamiya gotina xwe de wiha tîne ziman, çimkî YNK rolek mezin di piştevanîkirina Rojava û Bakûrê Kurdistanê de heye. organîzatorê Gorranê jî dixwaze gurzekî li YNKê bide ji ber wê jî çi bixwaze çi nexwaze dikeve xizmeta vê pilana şêlû… + +Hewlêr (Rûdaw) – Malpera bi navê ";www.lekolin.org"; ku bi zimanê tirkî weşanê dike, wek her car, dîsa nûçeyek derew li ser Tora Medyayî ya Rûdawê belav kiriye. + +Malpera han di nûçeya vê carê de, buxtan avêtiye ser her du hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed û Rêbwar Kerîm Welî ku qaşo ";girêdayî MÎTa Tirkiyê"; ne, her wiha sê meh in karmendên Rûdawê mûçe wernegirtine. + +Em ji wê malperê re dibêjin; hûn nikarin tenê karmendekî Rûdawê nîşan bidin ku sê meh in ji ber tinebûna pere mûçe wernegirtiye. Em li ser buxtan û derewên din jî heman tiştî dibêjin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê +25/04/2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, biçe girava Îmraliyê. + +Şanda BDPê û HDPê ku ji parlamenterên BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê îro biçin Îmraliyê. + +Pervin Buldan duh ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê (îro) biçin Îmraliyê. + +Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de derbarê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû de nirxandin bên kirin. + +Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê. + +Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin. + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) derbarê rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan ên di hilbijartinê de dengê xwe kêm kirine yan jî ewder ji dest dane de lêpirsîn da destpêkirin. + +Piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê, her partî niha di nava xwe de nirxandinên encamên hilbijartinan dike û hewl dide li ser van nirxandinan plansaziyeke baş ji bo pêşerojê derxe. + +Di hilbijartinên herêmî de AKP û BDPê weke partiyên herî serkeftî hatin bilêvkirin. Her çiqas BDPê hejmara şaredariyên xwe zêde kiribe jî, lê li gelek cihên ku şaredarî di wê de bûn, dengên bilind wenda kir. + +BDPê derbarê rêveberî û rêxistinên xwe yên bajar, navçe û bajarokên ku di hilbijartinê de dengê xwe kêm kirine yan jî ew der ji dest dane de lêpirsîn da destpêkirin. + +BDPê di rêya van lêpirsînan re dixwaze hesaba vê têkçûnê ji rêveberên xwe bistîne û hem jî hewl dide ku sedemên cur bi cur ên kêmkirina dengan fêm bike û li gorî vê yekê proje û plansaziyek derxe. + +Niha li gelek bajar û navçeyên ku BDPê dengê xwe kêm kirine, civîn li ser civînan têne kirin, encamên hilbijartinan û sedemên têkçûnê têne nirxandin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî Rûdawê bi dest xistine, BDPê li Amedê herî zêde ji navçeya Baglarê xeyalşikestî bûye. Baglar ku di nava navçeyan de weke kela BDPê tê naskirin, di van hilbijartinan de dengê xwe ji sedî 20 kêm kir. + +BDPê li cihên weke Erxenî, Çinar, Yenîşehîr û hin navçeyên din jî dengê xwe kêm kiribû û li tevahiya Amedê li gorî hilbijartina berê ji sedî 11 deng wenda kiribû. Dema ji sedî 5 dengên ku Huda-Parê girtin jî li ber çavan bigre, rêjeya wendakirina dengan derdikeve ji sedî 16. + +Li gorî nirxandinan eger dengên ji Farqîn û Bismilê bo şaredariya mezin nehatana, BDPê dikarîbû şaredariya Amedê wenda jî bike. Ji ber vê yekê BDPê dixwaze bi lêpirsîneke berfireh sedemên van têkçûnan yek bi yek peyda bike û ji bo hilbijartina parlamentoyê bi vîzyoneke nû derkeve pêşberî hilbijêran. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Yekîtiya Ragihandina Azad"; ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, derkirina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê Orinet Rodî Îbrahîm ji Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û xwest asayiş rojnamevanan biparêze. + +Yekîtiya Ragihandina Azad ku li Rojavayê Kurdistanê xwe wek nûner û parêzerê rojnamevanan dide naskirin, daxuyaniyek derbarê wan her du rojnamevanên Kurd belav kir ku di 18ê nîsanê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve hatibûn revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew avêtin ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji Rojava derkirin û gefa kuştinê li wan xwarin eger vegerin Rojava. + +Di daxuyaniya wê yekîtiyê de hatiye gotin ku ";piştî bûyerê bi rojekê nûçeya revandin û derkirina her du rojnamevana gihişte wan, lê wan lêkolîn kir û nikarîn bigihin ti delîl û şahidekî li ser wê bûyerê";. + +Pêşewa Behewlî derbarê bûyera revandinê de ji Rûdawê re gotibû ku ";ew ji aliyê grûpeke çekdarî ku ji 6 çekdan pêk dihat û xwe wek Saziya Malbatên Şehîdên YPGê dane naskirin ve hatine revandin û derkirin";. + +Derbarê vê yekê de, Yekîtiya Ragihandina Azad got ku ";wan serdana Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo kiriye û di serdanê de wê saziyê tekîd kiriye ku ti zaniyarên wê li ser bûyerê tine ne û ti têkiliya wê jî bi bûyera revandin û derkirina her du rojnamevanan ve nîne";. + +Ji ber ku niha hêzên YPGê û asayişê ku her du jî wek hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin, lewra Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de dibêje ku wan serdana hêzên asayişê li Qamişlo kirine, lê wan jî gotine ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin û hîn negihiştine ti encamekê. + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku berpirsên yekîtiyê serdana hêzên YPGê jî kirine û ";wan jî tekîd kirine ku ti zaniyariyên wan li ser bûyerê tine ne";. + +Yekîtiya Ragihandina Azad di dawiya daxuyaniya xwe de, revandin û derkirina her du rojnamevanên Kurd Pêşewa Behlewî û Rodî Îbrahîm ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ji hêzên asayişê li Rojava xwest ku hemû rojnamevanên ku bi awayekî fermî kar dikin, biparêze. + +Tora Medyayî ya Rûdawê di 21ê nîsanê de daxuyaniyek derbarê vê bûyerê de belav kiribû û tê de ragihand ku wê çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê wan ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin. + +Herwiha ragihad ku Pêşewa Behlwî wê vegere mala xwe li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam bibe û got ku berpirsên Kantona Cizîrê û PYPê berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji bo ku tevlî kampaniya hilbijartinan a partiyê xwe bibe, wê îro biçe bajarokê Zaxo. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro Nêçîrvan Barzanî wê li Zaxo beşdarî şahiya hilbijartinan a PDKê bibe. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê sibê li Duhokê jî tevlî şahiyeke bo heman mebestê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvîneke taybet ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkaniye û tê de behsa çend mijarên girîng dike. + +Pêşkêşkarê televizyona Rûdawê Hîwa Cemal ku ew hevpeyvîn pêkaniye, ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li ser 4 mijarên serekî axifiye. + +Mijara yekem, avakirina hikûmetê û gotûbêjên şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK). Herwiha behsa çarenivîsa rêkeftina stratejîk a di navbera her du partiyan de dike. Nêçîrvan Barzanî di vir de axaftinên nû dike. + +Mijara duyem, li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser enerjiyê ye. Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna Rûdawê de wek cara yekem pirsgirêkên ligel Bexdayê diyar dike û behsa roja firoştina petrolê dike. + +Mijara sêyem li ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ye. Derbarê vê yekê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî aşkere dike bê petrola Herêma Kurdistana çawa difiroşine Tirkiyê û pereyên dahata petrolê li kîjan bankê tê danîn. + +Têkiliyên di navbera kantonên li Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha têkiliyên PKKê û PDKê, mijara çarem a hevpeyvînnê ye. Nêçîrvan Barzanî li vir behsa wê yekê dike bê ewê ligel PKKê gotûbêjê bikin yan na. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her di hevpeyvîna taybet a Rûdawê de bersiva çend pirsên derbarê budce, mûçe û hêzên pêşmerge de dide û behsa Rûdawê jî dike. + +Di van nêzîkan de Rûdaw wê hevpeyvîna taybet ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser 2 xelekan biweşîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê xendeqa Hewlêrê ku wek ";kembera ewlekariyê"; bi nav dike, belav kir û tê de tekîd dike ku ti mebestên siyasî li pey wê xendeqê tine ne. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";kembera ewlekariyê ya bajarê Hewlêrê mijareke ewlekarî ye û bi mebesta peydakirina ewlekariyê ji bi bajarê Hewlêrê û prastina milk û malên hemwelatiyan û rêgirtin li derbasbûna terorîstan, ev çend sale li derdora Hewlêrê hatiye kolandin";. + +Rêveberiya Asayişa Hewlêrê diyar kir ku ";ji ber cografiya bajarê Hewlêrê ji hemû aliyekî de vekiriye û deşt e , her wek çawa li hawîrdoa bajarê Kerkûkê kembereke ewlekariyê hatiye kolandin"; û wek karekî baş da zanîn. + +Di daxuyaniyê de herwiha got ";Tiştê ku niha tê behskirin bi tenê veguhestina cihê wê kemberê ye, ji ber ku sînorê bajarê Hewlêrê berfereh bûye, bi awayekî ku rûberekî berferehtir li xwe bigire";. + +Rêveberiya Asayişa Hewlêrê bal kişand ku ew kember li hawîrdora Hewlêrê hatiye kolandin û dê 18 xalên kontrolê li wê kemberê bên danîn ji bo ku hatin û çûna hemwelatiyan li derdora bajarê Hewlêrê hêsan bibe";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Nitştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba wê di dawiya vê heftiyê de biçe Washingtonê û ji rayedarên Amerîka bixwaze ku alîkariyên zêdetir ên leşkerî bide hêzên opozîsyona Sûriyê. + +El-Cerba wê di serdana xwe de bi endamên Kongresê re bicive, her wiha wê hinek civînên din bi berpirsên wezareta derve ya Amerîka re bicive û biryare serdana hejmarek ji navendên lêkolînan jî bike. + +Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê gotin ku di dawiya serdana xwe de, el-Cerba wê bi şêwirmenda ewlekariya neteweyî ya Amerîka Sozan Rays re bicive. + +Li gor heman çavkaniyan, di vê serdanê de wê endamekî desteya erkanên Artêşa Azad jî wê cih bigire, ji ber bi gotina wna, hebûna kesatiyek leşkerî di nav şanda opozîsyonê de gelekî girîng e da ku pêwîstiyên Artêşa Azad ji çekan û alîkariyan ji rayedarên Amerîka re zelal bike. + +Berî niha el-Cerba serdana Çînê kiribû û ligel wezîrê derve û hejmarek berpirsên wî welatî re civiya bû. + + +Sine (Rûdaw) – Pêşnimêjê Nimêja Îniyê û Nûnerê parêzgeha Sine di Encumena Aqilmendan a Rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî ji ber nexweşiyê û di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê pêşnimêjê bajarê Sine û nûnerê parêzgeha Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê mamosta Hisamedîn Muctehidî, li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Tehranê jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên, mamosta Muctehidî nêzîkî 10 roj berê rakiribûn nexweşxaneya bajarê Sine lê piştî çend rojan ew biribûn nexweşxaneya Taliqanî ya Tehranê. + +Mamosta Hisamedîn Muctehidî, 10 sal bû pêşnimêjiya îniyê ya Sine dikir û 2 sal berê jî wek nûnerê Sine di encumena aqilmendan a rêberiya Îranê hatibû hilbijartin. + +Mamosta Muctehidî di temenê 93 saliyê de jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Kamil Hacî Elî, bersiva YPGê da û ragihand, kurê wî ne di navê rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de ye. + +Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG-baskê çekdarî yê PYDê) Mehmûd Berxwedan, ji malpereke Rojavayê Kurdistanê re îdia kiriye ku kurê wezîrê ewqafê yê Herêma Kurdistanê di nav refên DAIŞê de ye û li dijî hêzên YPGê şer dike. + +Li hember vê yekê, wezîrê ewqafê Kamil Hacî Elî, j Rûdwê re got, tenê kurekî min heye û ew jî niha li zanîngeha bajarê Koyê yê Herêma Kurdistanê dixwîne. + +Kamil Hacî Elî, diyar kir ku ji ber wê jî daxuyaniya YPGê rast nîne û kurê wî ne di nav DAIŞê de ye. + +Beriya niha jî wezîrê ewqafê yê Herêma Kurdistanê li ser tevlêbûna xortên Başûr bo nav rêxistina DAIŞê li Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan dabû û ew yek şermezar kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xelkê bajarê Zaxo li Başûrê Kurdistanê daxwaz li cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku bajarê wan bibe parêzgeh û li himber vê yekê, Barzanî jî soz da ku dê hemû hewlên xwe bo vê yekê bide. +Di çarçoveya xebatên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê yên PDKê de , Nêçîrvan Barzanî di ahengeke cemawerî ya alîgirên PDKê de li Zaxo gotarek pêşkê kir. +Cemawerên amade çendîn caran dengê xwe bilind kirin û daxwaza biparêzgehbûna Zaxo ji Nêçîrvan Barzanî kirin, di himber de Barzanî soz da ku ew wek serokwezîr û alîkarê serokê PDK dê hewl bide vê daxwaza Zaxoyiyan pêk bîne. +Herwiha Barzanî ragihand ku pêwîste parlamenterên Kurd li Bexadyê destkefên Kurdan ên di destûra Iraqê ya sala 2004an û 2005an de hatiye pejrandin, biparêzin. +Derbarê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîr Barzanî got: ";Eger ew bawer dikin ku dê bi van tiştan miletê Kurd teslîm bigirin, ez ji Zaxo bo wan dibêjim ew xewn e bo wan, miletê me miletekî xweragir e û ti çarî çokê dananê li himber wan tiştên ku Bexda dike. Bi ti awayekî em çokê dananên bo guvaşên Bexdayê. Em qebûl nakin karta bûdceyê wek mafekî gelê me li dijî gelê me bê bikaranîn."; +Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku wan bawer dikir ku Iraq hatiye guhertin lê niha bi biryareke xweser Bexad mûçeyê Herêma Kurdistanê dibirre û got: ";Emê hewl bidin mûçeyê peyda bikin û nahêlin ew mûçe bê xwarin. Emê mekanîzmeke nû li Bexdayê pêk bînin da êdî bi biryareke yekalî kes nikaribe mûçeyê me bibirre."; +Barzanî balkişand ku dê sendûqên dengdanê arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê çareser bikin û daxwaz kir ku hemû kes tevî pîrejin û pîremêran roja 30ê Nîsanê berê xwe bidin navendên dengdanê û got: ";Ev her 4 salên bê, gellekî girîng in bo berevaniya mafên Kurdistanê li Bexadyê û serxwebûna aborî ya Kurdistanê."; +Di ahengê de hunermendên kurd Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî amade bûn. +Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêşketin û avedaniya li Herêma Kurdistanê heye kir û got: ";Karwana avakirina Herêma Kurdistanê nayê rawestandin."; +Barzanî amaje bi serdana vê dawiyê ya şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tikriyê kir û behsa vekirina 5 deriyên sînorî yên nû di navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê de kir û got: ";Ev yek dê bibe sedemek bo pêşvebirina barê aborî li Herêma Kurdistanê û dê karê bazirganiyê navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê zêde bike."; +Derbarê pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barrzanî ragihand ku: ";Em dixwazin hikûmeteke binfereh pêk bînin ku hemû alî tê de beşdar bibin û her kes tê de serkeftî be û xizmeta hemû Kurdekî bike."; +Di mîtînga hilbijartinê ya PDKê de, parêzgarê Dihokê Temer Remezan, hunermendên navdar Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî beşdar bûn. +Tatlises li kêleka Teter Remezan rûniştibû û ala PDKê avêtibû stûyê xwe. +Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa PYD û hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê de çêbû û di encam de du kes birîndar bûn. + +Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Derdora saet 19:30 bi dema Qamişlo, li navenda bajêr şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û otombîleke asayişa dewletê (Emin Dewle) a rejîmê de derket."; + +Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, got: ";Dema ku otombîleke hêzên asayişa dewletê di ber xaleke asayişê re li cem filkeya Sonî li navenda bazara Qamişlo derbas bû û ranewesta, lewma yek ji endamên asayişê gulle berda otombîlê û piştre otombîle ewlekariya rejîmê jî rawesta û bi gulleyan bersiv da."; + +Li gor agahiyên çavkaniyê, şerê di navbera her du aliyan de nêzîkî 15 deqîqan domand û di encam de endamekî asayişê û yek ji hêzên ewlekariya dewletê birîndar ketin. + +Herwih ji encama şer piraniya dikanên bazara Qamişlo yên nêzîkî cihê bûyerê hatin girtin. + + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê û li navçeya Lîce ya Amedê çêkirina qereqolan hat şermezarkirin lê di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn di navbera wan û xwepêşanderan de derket, ji ber wê jî li Dêrsimê 3 kes birîndar bûn û li Lîcê jî 2 efserên tirk ji aliyê gel ve hatin desteserkirin. +Îro li gundê Sûtlûce yê Dêrsimê, nêzîkî 300 kesan xwestin çêkirina qereqolan li gund şermezar bikin lê rastî mudaxeleya tund a hêzên cendirme hatin. +Li gorî agahiyan, xwepêşander ku di nav wan de hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, berpirsê BDPê yê Dêrsimê Ergîn Dogru, berpirsa BDPê ya Dêrsimê Fatma Kalsen, nûnerên saziyên sivîl û hejmarek welatî hebûn, ber bi cihê ku qereqol lê tê çêkirin ve meşiyan. +Li nêzîkî qereqolê, berpirsê BDPê yê Dêrsimê Ergîn Dogru, daxuyaniyek da û ragihand, di demekî de çek hatine bêdengkirin çêkirina qereqolan karekî nakok e û wiha got: ";Eger hikûmet di aştiyê de jidil ba wê çaxê qereqol çênedikir. Em van qereqolan qebûl nakin û heta çêkirina wan neyê sekinandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin."; +Piştî daxuyaniyê, hinek kesan xwestin derbasî nav qereqolê bibin lê rastî mudaxeleya hêzên cendirme hatin û bi vî awayî di navbera wan û xwepêşanderan de şer û pevçûn derket. +Di bûyeran de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekê giran e û bi helîkoptera leşkerî rakirin nexweşxanê. +Li navçeya Liceyê ya Amedê welatiyên ku 5 roj in li nêzîkî qereqola Korxa, li dijî avakirina qereqolan di konê nobetê de çalakiyê pêk tînin piştî rastî mudaxaleya leşker û polîsan hatin 2 leşker desteser kirin. +Li gorî DÎHAyê, pevçûna di navbera xwepêşander û leşkeran de berdewam dike. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî li gel rêveberên BDPê hatin cihê bûyerê. +Zubeyde Zumrut jî têkildarî mijarê agahî piştrast kir û anî ziman ku 2 efserên artêşa tirk ji aliyê girseyê ve hatin binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên ewlekariya rejîmê û hêzên asayişa PYDê de derket. Li başûrê bajarokê Tirbespiyê jî şer di navbera YPG û DAÎŞê de qewimî. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku şeva borî li taxa Qidûr Beg a bajarê Qamişlo, şer di navbera hêzên asayişa PYDê û hêzên ewlekariya rejîmê de derket. + +Çavkaniyeke nêzîkî bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di şerî li Qamişlo de 2 kes birîndar bûn, yek ji hêzên ewlekariya rejîmê û yê din ji asayişê bû. + +Li gor rewnageha Sûriyê, di şerê Qamişlo de 6 ji hêzên ewlekariya rejîmê ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin. Hêzên asayişê jî ev nûçe piştasrt kir, lê ne gotin bê ewê çi ji wan bike. + +Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku duh li başûrê bajarokê Tirbespiyê şer di navbera YPGê, ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de derket. + +Rewangehê got ku di encama şerê li başûrê Tirbespiyê de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê birîndar bûn. + +Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û di kêleka hêzên rejîmê de, hêzên PYDê, çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris û çekdarên Suryanî jî li taxên wê belav dibin. + + +Amed (Rûdaw)- Bi armanca pirotestokirina çêkirina qereqolan, rêya di navbera Amedê û Çewlikê de hat girtin û di encama rêgirtinê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin revandin. + +Li gor medyaya Tirkiyê, ";kesên rê girtibûn di destê wan de çek hebû û li ser rêya Amedê û Çewlikê deverên ser bi navçeya Licê ve xalên kontrolê danîbûn";. + +Herwiha di medyayê de hatiye gotin ku ";çekdarên rê girtine, otombîlên diçûn û dihatin teftîş dikirin û di encama wan teftîşan de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê girtin û bi xwe re birin";. + +Berdevkê Artêşa Tirkiyê li Amedê ragihand ku ";ji bo vegerandina wan her du leşkeran, Artêşa Tirkiyê ketiye nav tevgeran";. + +Malperên ser bi PKKê ve jî ragihandin ku ";ew rê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû girtin û ew her du leşkerên artêşê di encama pevçûna leşkerên Tirkiyê û xwepêşandanan de hatine girtin û ne li ser rê";. + +Li gor wan malperan, xelkê Licê gotine ku heta karê çêkirina qereqolan neyê rawestandin ewê her du leşkeran serbest bernedin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojên bêhnvedanên ji bo dengdana di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de diyar kirin. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand ku bi helkefta hilbijartinan her du rojên 29 û 30ê nîsanê li hemû saziyên hikûmetê bêhnvedan û tatîle. + +Derbarê wan dibistanên ku dê wek navendên dengdanê ji bo dengdana taybet bên bikaranîn de, Dizeyî diyar kir ku roja dengdana taybet (28ê nîsanê) bi tenê dê li wan dibistanan tatîl be ku wek navendên dengdanê hatine diyarkirin. + +Dizeyî herwiha got ku li hemû dibistanên din ên Herêma Kurdistanê wê dewam normal be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û yên li derveyî rêveberiya herêmê xwest ku bi awayekî aktîv tevlî hilbijartinan bibin. + +Barzanî di peyama xwe de got ";spas ji xweda û ji we re ku carek din derfet hatiye pêş ku xelkê me di rêya sindoqên dengdanê re biryar li ser jiyana xwe ya siyasî û rêveberiya xwe bidin";. + +Barzanî diyar kir ku beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de girîngiyeke xwe ya taybet û dîrokî heye û dê senga siyasî ya Kurdan li Iraqê bihêztir bike. + +Barzanî daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku ";bi coşeke mezin tevlî hilbijatinên parlamentoyê bibin ji bo bergirîkirin li mafên gelê Kurd û rûbirûbûna neyarên gelê Kurd di proseya siyasî ya Iraqê de";. + +Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî got ";Bandora van hilbijartinan a rasterast li ser baştirbûna rêvebirina bajar û bajarokan û xizmetguzariyên ji bo hemwelatiyan û qayimkirina kultûra demokrasiyê di nav civakê de heye";. + +Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî berfereh tevlî van hulbijartinan bibin û deng bidin wan kesan ku dikarin bi awayekî herî baş xizmeta welat bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar, dezgehên asayişê, komisyona hilbijartinan û hemwelatiyan kir ku hewl bidin hilbijartinên 30ê nîsanê bi baştirî awa bên kirin û wêneya şaristanî û serdemî ya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê bang li parlamenteran kir ku roja sêşemê tevlî yekemîn sivîna parlamentoyê bibin. + +Serokê demkî yê parlamentoyê Mihemed Sadiq Surçî di daxuyaniyekê de bang li parlamenteran kir ku roja sêşemê di civîna parlamentoyê de amade bibin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Li ser daxwaza frakisyonên Parlamentoya Kurdistanê, em hemû parlamenteran agehdar dikin ku roja sêşemê saet 11ê berî nîvro li Parlamentoya Kurdistanê amade bibin ji bo temamkirina karnameya civîna yekem û hilbijartina desteya serokatiyê parlamentoyê";. + +Roja 6ê mijdara 2013an, Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe ya xula çarem li dar xist û ji ber ku aliyên siyasî li ser avakirina hikûmetê li hev nekirin, civîn temam nebû û heta niha bi awayekî vekirî maye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şnada BDP û HDPê ku duh çûbû Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Ocalan dibêje him derfeta aştiyeke bingehîn heye û him jî derfeta derketina şer careke din heye. + +Her çend pêvajoyeke aştiyê di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de dimeşe û heta niha ti kes di encama şer û pevçûnên gerîla û leşkerên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest neda be jî, lê car car alozî di navebra her du aliyan û leşker û xelkên herêmê derdikeve. + +Navenda ragihandina HPGê, ku baskê leşkerî yê PKKê ye, ragihand ku ";Artêşa Tirkiyê li hin qadên ku di bin kontrola gerîla de ne û navçeya bi navê Qilaban a girêdayî Şirnexê bi topan êrîş pêk aniye, li himberî van êrîşên hêzên gerîla jî bi çekên giran bersiv dane, herwiha wan jî li aliyekî din, li 24ê Nîsanê de li navçeya Berwarî ya Sêrtê û navçeya Şaxê ya Wanê ku otomobîl û kemyonên ku ji bo qareqolan kar dikirin, şewitandin";. + +Dîsa roja 25ê nîsanê li gundê Koçyîgîtê Rûbarok a Şemzînanê Sadik Tekîn ê pincar berhev dikir pêlî mayînekê kir û bi giranî birîndar bû, piştî ji bo nexweşexaneyê hat rakirin, di encama wê teqînê de lingê wî yê çepê hat qutkirin, vê bûyerê hêşt ku di navbera xelkê herêmê û leşker û polîsên Tirkiyê de alozî û pevçûn derkeve. + +Herwiha di 26ê nîsanê de li Dêrsîmê bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqolan li gundê Tuluk, xelkê Dêrsîmê û navçeyê meşek li dar xistin, lê hêzên ewlekariya Tirkiyê bi bombeyên gazê destêwerdana wê çalakiyê kirin û di encama destêwerdana polîsan de ciwanekî Kurd di lingê xwe de birîndar bû. + +Li gor medyaya Tirkiyê jî, duh bi armanca proyistokirina çêkirina qereqolan, rêya di navbera Amedê û Çewlikê hat girtin û di encama rêgirtinê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê ji aliyê kesên çekdar ve li Gundê Abaliya ser bi navçeya Licê ve hatine revandin. + +Malperên ser bi PKKê ve jî dibêjin ku ";ew rê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn girtin û ew her du leşkerên artêşê di encama pevçûna leşkerên Tirkiyê û xwepêşandanan de hatine girtin û ne li ser rê";. + +Hat ragihandin ku vê sibê leşkerên Tirkiyê gule berdane çadirên çalakvanan û alozî heta niha wiha berdewam e. + +Hevseroka rêxistina BDPê li Amedê Zubeyde Zumrût ji raya giştî re ragihand ku ";leşkerên Tirkiyê guleyên rastî li hember xwepêşanderan bikaraniye û bi rastî aloziyek mezin li wê derê heye, ciwanên ku leşkerên Tirkiyê girtinê dibêjine ku ew bernadin heta ku karê çêkirina qereqolan bê rawestandin û leşkerên Tirkiyê jî bi guleyan bersiv didin";. + +Zumrût diyar kir ku wê agahî dane hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş da ku ew li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi rayedarên hikûmetê re vê aloziyê çareser bike. + +ژن نیڤا جڤاكی و دهیكا نیڤا دییه، ئهڤه دروشمهكێ ب بوهایه دناڤ تهخا ژناندا، لێ رهنگڤهدانا وی نهكهفتیه دوارێ پراكتیكیدا. +ل قوناغهكا دیاركری دا كۆتا یا گونجایه چونكی ماوهكێ درێژ ژن یا بهزه بوویه دگورهپانێ دا، لێ كار بێتهكرن كۆ ژن ب ماف و شیانێن خۆ بگههنه ناڤهندان. +بهیان بهرواری (مه دڤێت سیستهمێ دیموكراتی یێ ساخلهم بیت پشكداریا كارایا ههمی ولاتیان تێدا ههبیت پێدڤی یه سهقفهكێ زهمهنی بۆ بێته دانان كو كۆتا نهمینیت) +نهبوونا باوهریێ ل دهڤ هنده ژنان سیستهمێ كۆتایێ ئینایه مهیدانێ، مامۆستایهكا زانكۆیێ دگهل هندێ یه كو باشتره سیستهمێ كۆتا نهمینیت، داكو ژن پێكۆلا هندێ بكهت شیانێن خۆ ب مهزێخیت. +بشكۆژ جهعفهر (كۆتا یا هاتیه دانان ژبهر گهلهك ئهگهران ههكه ئهڤ سیستهمه نهما ژنوی دێ زانین كا ئافرهت دشێت ب شیانێن خۆ بگههته پۆستان ههكه نهمینیت باشتره) +پشتی سالا 2003 كار هاته كرن كو ب سیستهمێ كۆتا ژن شوین پێ خۆ بكهت ل ناڤهندێن جودا جودا دا، لێ ب بۆچوونا شارهزایان فهره ئهڤ سیستهمه یێ دهمكی بیت. + + +رەوشا ئەولەهیا هەرێما کوردستانێ ئیرۆ ل ناڤچەیێ دەنگ ڤەدایە و هەموەلاتیێن کوردستانێ ژی ل سیها وێ تەناهیێ ژیانا خوە بێ ترس و ئاستەنگی برێڤە دبەن ئەڤ تەناهی و ئارامیا کو پەیدا ژی بوویە لسەر خەبتینا بێ وەستیانا هێزێن ئاسایێشا هەرێما کوردستانێ بوویە کو ب شەڤ و رۆژ سینۆرێن هەرێما خوە ددن پاراستن ،لێ بەلێ ژی جارنا ئەڤ پلانێن ئەولەهیێ رووبروویێ کارڤەدانێن هنەک کەس و ئالیان دبە لسەر فرەهکرنا خەندەقا هەولێرێ ژبۆی ڤێ یەکێ ژی ئاسایێشا هەولێرێ راگهاندنا برێڤەبرایەتیا ئاسایشا باژارێ هەولێرێ دەربارێ خەندەقا ل دەردۆرا وی باژاری داخویانیەکێ دا. +د داخویانیێ دە راگهاندنا رێڤەبرایەتیا ئاسایشا باژارێ هەولێرێ دبێژە، ئەڤ چەند رۆژن ل هن دەزگەهێن راگهاندنێ بەحسا کەمەرا ئەمنی یا دەردۆرا باژارێ هەولێرێ تێ کرن، کو خوەدێ گراڤێ مەبستا سیاسی ل دوو وێ یە، ل ڤر ئەم ژ هەموەلاتیان رە دبێژن، کو کەمەرا ئەمنی مژارەکە ئەمنی یە و ژ بۆ دابین کرنا ئەولەهیێ و پاراستنا هەموەلاتیان و هەروەها رێ ل بەر هاتنا تەرۆریستان، ئەڤ چەند سالن ل دەردۆرا هەولێرێ ئەڤ کەمەر هاتیە ئاڤا کرن. +هەروەها برێڤەبرایتەیا ئاسایشا هەولێرێ ئەشکەرە کر، جۆگرافیا باژارێ هەولێرێ ژ هەموو ئالیان ڤە ڤەکریە و دەشتە، چاوا ل دەردۆرا باژارێ کەرکوکێ کەمەرا ئەمنی هاتیە ئاڤا کرن کو ب کارەکی باش دزانن و هێڤی دکن کو ببە سەدەما کێمکرنا کریارێن تەرۆریستی ل باژارێ کەرکوکێ، ل هەولێرێ ژی ب هەمان ئاوایی کەمەرا ئەمنی هەیە. +یا کو نها بەحسا وێ تێ کرن، تەنێ ڤەگوهەستنا وێ کەمەرا ئەمنی یە، ژ بەر کو سینۆرێ باژارێ هەولێرێ بەرفرەهتر بوویە و ١٨ رێبەندێن ئەمنی ل سەر وێ کەمەرێ هەنە، ئەڤ ژی ژ بۆ ئاسان کرنا چوون و هاتنا هەموەلاتیانە. +تێ گۆتن، ئەڤ چەند سالن کەمارا ئەمنی ل دەردۆرا باژارێ هەولێرێ هاتیە چێکرن، ئەڤ ژی پلانا ئەمنی یا ڤی باژاری بوو، ژ بەر کو دەردۆرا هەولێرێ ڤەکریە و دکەڤە سەر سینۆرێ موسل و کەرکوکێ و هەگەر ئەڤ کەمەر نەبە، چەکدارێن قاعیدە دکارن ب ئاسانی دەرباسی ناڤ باژارێ هەولێرێ ببن و دەست ب تەقینێن خوەکوژی بکن. +هەروەها ل ئالیەکی دن، مەترسیا سینۆرێ زمار یێ لگەل رۆژئاڤایێ کوردستانێ مەترسیەکە دن ل جەم هێزێن ئەمنی یێن وێ دەڤەرێ چێکر، بەرپرسێن وێ ناڤچەیێ دبێژن،ب ئاسانی سینۆر نایێ کۆنترۆک کرن و دەشتەکە ڤالایە،لەوما دەست ب ئاڤا کرنا کەمەرا ئەمنی ل سەر سینۆرێ رۆژئاڤایێ کوردستانێ و باشورێ کوردستانێ هات کرن کو سەر ب دەڤەرێن قوتکری یێن هەرێما کوردستانێ یە. + + +xendeqa ku hatye kulandin di navbera başur û rojavayê kurdistanê ji aliyê hikumeta başurê kurdistanê buyê cihê pirsgirêkekê ji beşk ji welatiyên rojava lê beşê din dibêjin ku ji mafê başure ku sînurê xwe biparêze +text +xendeqa ku hatiye kulandin di navbera rojava û başurê kurdistanê ji aliyê hikumeta başurê kurdistanê buye cihê pirsgirêkekê ji aliyê beşek ji welatyin rojava û rêveberiya xweser vê yekê şermezardikin + +stby 1--salih gedo komîta peywendiyên dervê ya rêveberiya xweser +bê guman kulandina vê xendeqê gavek şaşe û divabu ku ev xendeq nehata kulan di navbera başur û rojavyê kurdistan +hin welaty di bêjin ku avakirina vî sînorê di dema ku rojavayê kurdistanê di rewşeke xerabde derbas dibe karekî xerabe + +stby 2--dijwar gedo hemwelaty +kulandina vê xendeqê şaşe û ew milet dorî hev dordibe û herdo kurdistan biranê +kulandina vê xendeqê tê ji aliyê başurê kurdistanê ta ku rê li pêşiya qaçaxçiyan bigrin û sînorê xwe bi parêzin +stby 3--D.telal ahmed siyasetvan +ev xendeq hatiye kulandin ji bu bazirganiya ne rewa û ji mafê her welaty ku parastina sînorê xwe bike +di wê riya qaçaxçiyê bi 10 derbasdibon başurê kurdistanê nasnama wan ne diyar bu û bedaeta ku bi warê ti zaniyarî li ser tinebon û ew di pêşerojêde di bu cihê metirsiyê ji başur re +stby 4--bavê riyad hemwelaty +bela pyd derî veke û milet here û bê û cihê qanonî û ne şereî ev tiştin din dide xweyanîkirin +xendeqa ku dirêjbuna wê 17 kilomitr û kuîrbuna wê 3mitro û banbuna wê 2 mitro + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya Amedê Gultan Kişanak ragihand ku ji bo ku wê di girtîgeha Amedê di salên 1980yan de, ne gotiye ew Tirke ya jî ew ne Kurd e, 6 mehan di odeya tekesî de maye. + +Kişanak di belgefîlma bi navê ";rola jinan di Îlonê de"; diyar kir ku wê wek hemû xelkên li Tirkiyê lidarxistina derbeya leşkerî ya 12ê îlonê ji telefîzyona TRTê de nebîstiye, lê belê di rêya girtin û îşkenceyan de ew jiyan kir. + +Gultan kişanak gotku ";wê gelek lêdan û îşkence dît û heta niha dewsa cixareyên ku di cesedê wê de vemirandine xuyaye, bila her kes bizanibe ku li cem îşkencedanên Tirkiyê ev jine namûse şerme tine ye, hemû tiştên nemirovatî li jinên girtî kirine";. + +Wek tê zanîn derhêner Ayşe Ayben belgefîlmek li ser jinên ku di derbeya 12 îlonê li Tirkiyê de hatine girtin, çêdike û heta niha 32 jinên ku di wê demê de hatibûn girtin, beşdarî vê fîlmê bûne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê li ser wê rê ketin ku roja sêşemê (29ê mehê) desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêrin. + +Piştî 5 mehan Parlamentoya Kurdistanê îro hemû fraksiyon û endamên parlamentoyê li hev civiyan da ku rojekê bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê destnîşan bikin. + +Di civînê de jibilî fraksiyona YNKê, hemû fraksiyonên din rêkeftinek îmze kirin ku roja 29ê Nîsana îsal bicivin û desteya serokatiyê hilbijêrin, fraksiyona YNKê jî ragihand, dê beşdarî civînê bibin. + +Lê li gorî agahiyên Rûdawê, YNKê du namzed bo wergirtina yek ji postên desteya serokatiya parlamentoyê destnîşan kiriye ku yek jê Rêwas Fayiq e û yê din jî Goran Azad e, lê heta niha nayê zanîn ka YNK dê cîgirê serokê parlamentoyê werbigire yan jî sekreterê parlamentoyê. + +Beriya niha sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, di bernameya Kevana Sor a Rûdaw TV de gotibû, eger YNK beriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê biryara beşdarbûna xwe di hikûmetê de bide wê demê cîgirê serokê parlamentoyê dibe para wê lê eger piştî hilbijartinan biryar bide wê çaxê divê posta sekreterê parlamentoyê qebûl bike. + +Parlamentoya Kurdistanê, piştî hilbijartinên 21ê Îlona par roja 6ê Cotmeha 2013an civiyabû lê ji ber ku aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekiribûn, civîn bêencam mabû û ji wê demê ve heta îro parlamento neciviyabû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şandên pêkanîna hikûmetê yên PDK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dê sibê li hev bicivin. + +Li gorî malpera fermî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, şandên pêkanîna hikûmetê yên Yekgirtû û PDKê dê sibê li navenda giştî ya Yekgirtû li bajarê Hewlêrê li hev bicivin. + +Li gorî nûçeyê, her du şand dê li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû û pişka Yekgirtû di kabîneya heştem de gotûbêj bikin. + +Berpirsekî pilebilind ê Yekgirtû jî ji Rûdawê re got, îhtima wê heye ku her du alî sibê rêkeftinê îmze bikin. + +Wî berpirsê Yekgirtû her wiha anî ziman, wezareta elektirîkê dê her bibe para Yekgirtû lê PDK dê postekî din jî bide Yekgirtû. + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, di hilbijartinên 21ê Îlona par de karî 10 kursiyên parlamentoyê bidest bixe û di rêza çaremîn de cih bigire. + +Dihok (Rûdaw) – Alîkarê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku Bexda mûçe û bûdcê mîna karta fişarê li dijî gelê Kurdistanê bikar tîne lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê mûçeyên karmendên Kurdistanê dabîn bike. Bazanî her wiha ragihand, piştî çend salên din Kurdistan dê ber bi qonaxeke nû ve gav bavêje. + +Îro danê êvarê, PDKê li bajarê Dihokê mîtîngek bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê li dar xist. + +Di mîtîngê de alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, PDK deyindarê devera Behdîanê ye ji ber ku eger xebata wê deverê neba PDK car din nekarî rabe ser xwe û ji alîgir û endamên PDKê xwest, dengên xwe bidin namzedên PDKê. + +Nêçîrvan Barzanî, behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, Bexda dixwaze bi bikaraîna bûdce û mûçe gelê Kurdistanê teslîm bigire lê ew ti carî teslîm nabin û diyar kir, Kurdistan dê ber bi serxwebûna aborî ve gav bavêje her wiha di nav çend salên bê de dê derbasî qonaxeke nû bibe. + +Serokwezîr Barzanî, anî ziman, hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle qûtê gel ji nav biçe û dê mûçeyên karmendan dabîn bike. + +Barzanî destnîşan kir ku heta niha mafên destûrî yên kurdên Iraqê nehatine cîbicîkirin û heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di warê petrol û gazê de çi kiribe di çarçoveya destûra Iraqê de kiriye. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva daxuyanî û îdiayên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser rewşa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê her wiha siyaseta Bexdayê li hember Hewlêrê da. + +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya wê saziyê hatiye belavkirin, ragihand, daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê li ser mafên gelê kurd, federalîzim û destûr û piroseya siyasî metirsî dar in, ji ber ku di demekî de Malikî van tiştan dibêje ku qeyrana siyasî li Iraqêi kûrtir bûye, asayiş di xirabtirîn rewş de ye. + +Beşek ji daxuyaniya Dr. Omêd Sebah wiha ye: + +";Tenê gelê kurd dikare li ser mafê diyarkirina çarenivîsa xwe qise bike, ev maf mafekî sirûştî ye û ti hêzek nikare pêşiya vê bigire, +Bexdayê bi siyaseta xwe yekperçebûna Iraqê xistiye metirsiyê û wateya dewletbûna Iraqê nemaye, ji ber wê jî mafê kurd e ku pêwendiyên xwe bi Bexdayê re li ber çavan re derbas bike û gavên pêwîst bavêje: + +*Malikî ji bîr kiriye ku bi xêra rêkeftina Hewlêrê bû ku du caran bûye serokwezîr, + +*Malikî dixwaze xwe ser hemû pêkhateyan re bibîne û Iraqê bi pîvanên mezhebî perçe bike û dibêje, eger kurd destûrê binpê bike ezê li dijî wan rawestim, her wiha li dijî şîe û sunn jî derkevim eger destûrê binpê bikin. Malikî di vir de rolên serokomar, parlamento û dadgeha federal piştguh dixe û tenê xwe dibîne. Tenê rola serokwezîr cîbicîkirin e nek çavdêriya destûrê. Ev gotina malikî ya ku dibêje, ez îro bi kurdan re me lê sibê eger kurd destûrê binpê bikin dê li dijî wan bim. Malikî li dijî kurd hêz şand Zûmarê, Kerkûkê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê wek nakokiyên netewî nirxand û mûçeyên welatiyên Kurdistanê qut kir. Ev karên malikî di demekî de ku bi kurdan re ye lê eger li dijî kurdan be dê çi bike? + +*Malikî dibêje, kurd nikarin ji Iraqê veqetin ji ber ku nakok in û ev 6 meh in nekarîne hikûmeta xwe pêk bînin. Em jî dibêjin, hebûna nêrînên cuda tiştekî normal e û ev jî alfabeya demokrasiyê ye lê zirara herî mezin hebûna zihniyeta dîktatorî û antîdemokratîk a hikûmetên Iraqê bûye. Bila malikî bizanibe ti aliyekî kurd hazir nîne bi wî re bikeve nav hevpeymaniyê. + +*Hikûmeta niha ya Iraqê yek ji xirabtirîn hikûmetên Iraqê ye ji ber malikî li hember têkçûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna gefên terorîzmê li dijî welêt, gendeliyê, lawazbûna pêwendiyên dîplomatîk, zêdebûna koçberiyê, nebûna xizmetguzariyê û hebûna fitne û aloziyê di navbera pêkhateyan de berpirs e. Iraq roj bi roj ji dewletbûnê dûr dikeve. + +*Rewşa mafên mirov û azadiya tak û jinan gellekî xirabtir bûye, girtina bêsebeb a welatiyan û xemsariya hikûmetê li hember kuştin û revandina mirovên bêguneh hemû di stûyê hikûmetê de ne. + +*Hikûmeta Maliî bi dehan caran destûra Iraqê binpê kiriye ku cîbicînekirina madeya 140 a destûrê berçavtirîn binpêkirin e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec ragihand ku ew û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirine. + +Mihemed Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê wê aşkere kir ku ew û PDK li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftin. + +Herwiha Ferec ragihan ku dê îro, 28.04.2014, rêkeftina li ser pêkanîna hikûmetê îmze bikin. + +Berî niha Yekgirtû rijd bû li ser wê yekê ku li şûna Wezareta Elektrîkê wezareteke din bidênê. + +Pişka Yekgirtû jî di hikûmetê de bi vî awayî ye: Wezareta Elektîrkê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezîrê Herêm bo hemahengî di navbera hikûmet û parlamentoyê de. + +Roja 17ê mehê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran li ser avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin û derbarê vê yekê de rêkeftinek îmze kirin. + +Li gorî rêkeftina ligel PDK, wê Gorran van postan bidestbixe: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Serokatiya Desteya Berhemanînê û Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin. + +Herwiha di heman rojê de, 17.04.2014, PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftinê. + +Li gorî naveroka rêkeftinê, di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenek dê bibe para Komelê. + +Bi vî awayî tenê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li derveyî rêkftina pêkanîna hikûmetê ye heta niha û li gor agahiyan hê danûstanind navbera wan û PDK berdewamin bo vê mebestê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dilşad Ebdulrehamn ragihand ku parlamenterên YNK deng li ser hilbijartinên serokê Parlamentoya Kurdistanê nadin. + +Dilşad Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nûtirîn hewlêsta YNK li ser pirsa pêkanîna hikûmetê aşkere kir û got: ";Lihevkirina niştimanî liser rûniştina roja Sêşemê ya parlamentoyê nebûye û TNK deng bi hilbijartina serokatiya Parlamentoya Kurdistanê nade."; + +Birayre sibe, Sêşemê, Parlamentoya Kurdistanê bicive û di vê civînê de dê desteya serokatiya parlamentoyê hilbijrêjin. + +Herwiha Dilşad Ebdulrehman rexneyên tund li PDK girtin û got: ";Ew pişka ku PDK di hikûmeta bê de bo YNK danîne, birayreke herî şaşe ya PDK."; + +Rûdawê ji çavkaniyên nava polîtburoya YNK zaniye ku, birayara dawî ya YNK berî hilbijartinan beşdarî hikûmet û parlamentoyê nabe. + +Lê Rûdawê ji çavkaniyekê bilind a PDK zaniye ku eger YNK beîr hilbijartainan neyê nav kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê pişka YNK li şûna 5 wezaretan bibe 3 wezaret. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê bombeyek çandî bi gereke Aasyişa PYD de teqiya. + +Çavkaniyekê ji bajarê Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand: ";Îro, 28.04.2014, derdora demjimêr 11 bi dema Qamişlo, li taxa Enteryê bombeyek çandî bi gereka Asayişê de teqî."; + +Herwiha çavkaniyê da zanîn ku di encama teqînê de endamekî asayişê birîndar bû. + +Zaniyariyên zêdetri belav dikin… + +Hewlêr (Rûdaw)-Di demekî de ku civînên serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi temamî rawestiya ne û tenê Encûmenên Xwecihî li hinek deveran bi awayekî sîstematîk li hev dicivin, çend hevdîtin û civînên hevbeş ên duqolî di navbera partiyên Encûmenê de tên lidarxistin û ev yek sersiya xwe davêje ser pirsên derbarê siberoja Encûmenê de. +Roja 23yê nîsanê, her du polîtbîroyên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ligel hev civiyan û di daxuyaniyekê de tekez kirin ku rêkeftina Hewlêrê ya ku di tîrmeha sala 2012an de navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bijardeya herî baş e. +Roja 26ê nîsanê jî, du şandên Partiya Yekîtî demokrata Kurd li Sûriyê (Wehde) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî li hev civiyan û her du partiyên Rojavayê Kurdistinê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku berjewendiya gelê kurd li Sûriyê di bijardeya demokratîk a aştiyane de ye ku divê mafên netewî yên rewa yên gelê kurd gerantî bike û rêzê li taybetmendiya Herêmên kurdî bigre û aştiya navxwe biparêze. +Derbarên van civînan de, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Nisredîn Ibrahîm ji Rûdawê re got tiştekî normal û asayî ye ku partî û pêkhateyên Encûmena Niştimanî li hev bicivin û pêwqendiyên xwe yê duqolî baş bikin, lê bi mercê ku ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêk û girftên Encûmenê be, lê eger mebest ji van civînan sazkirina teweran û grûpên fişarê be, ev yek bi gotina Ibrahîm hokarê astengkirin, lawazkirina û pirsgirêkên Encûmenê bû. +Himbizkirina van hevdîtinên duqolî piştî damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye (PDK-S) hiştiye ku hinek çavdêr û şopîner van hevdîtina di çarçoveya amadekariyên partiyên Encûmenê ji bo tevgera li hember rewşa nû ya ku piştî damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê di hundirê Encûmenê de peydabûye binirxînin. +Lê endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ku aliyek e di van hevdîtinên duqolî de, Selah Derwîş ji Rûdawê re ragihand ku di rêya van hevdîtinan re ew dixwazin vê qonaxa rawestan û sistiya ku Encûmen tê re derbas dibe derbas bikin û Encûmenê xurt û bihêz bikin ji ber ku bi gotina Derwîş Encûmen niha bê piroje û nêrîna siyasî ye. +Derwîş aşkere kir ku niha ew li bendî Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye ne da ku hevdîtin ligel wê jî bê kirin û tekez kir ku tevahiya van hevdîtinan di çarçoveya derbaskirina vê qonaxa girîng û hestiyar de tên û diyar kir ku ew dixwazin Encûmen di sersiya van rewş û pêşhateyên de bi nêrîn û piroje tevbigere. +Hinek çavdêr û têkildarên rewşa tevgera kurd zêdebar dikin û dibêjin ku herî baş ew e ku di vê qonaxa nû de, partî û aliyên kurd yên di helwest û nêrîên xwe yên siyasî de ji hev nêzîk bibin yek da ku hevgirtina rêzên tevgera kurd û sîstema biryardanê hêsantir û çalaktir bibe. +Di sersiya rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurd di çend mehên borî de pirsên derbarê siberoja wê de zêde dibin û êdî bi awayekî aşkere pirs tê kirin: Gelo partî û aliyên Ecûmenê dê karibin wê aktîv û kara bikin yan jî dê bijardeyên siyasî yên alternatîv bidin ber xwe? + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê rêkeftina beşdariya kabîneya heştem a hikûmta Herêma Kurdistanê, îmze kirin. + +Îro, 28.04.2014, Şanda danûstandinan a PDK bi serokatiya Fadil Mîranî gihiştina polîtburoya Yekgirtû li bajarê Hewlêr, biştî civîna her du aliyn rêkeftina pêk anîna hikûmetê hat îmze kirin û kongreyekî rojnamevanî pêkanîn. + +Di kongreyî rojnamevanî de Fadil Mîranî ji rojamenvana re ragihand ku her du aliyan rêkrftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin û got: ";Me hev qebûl kir û pêwîste sûda me jî bo hev hebe."; + +Hevdem serokê şanda Yekgirtû, Mewlûd Bawemerd got: ";Em gihiştin birayar dawî bi heqbeşê xwe bo beşdarîkirin di huikûmetê de."; + +Li gor rêkeftina ligel PDK, dê Yekgirtû di hikûmeta bê de van postan werbigire: ";Wezrareta Elektrîk, Wezareta Karûbarên Civakî, Rêxerên têkiliyên parlamento û hiûmetê, berpirsê desteya navçeyên Kurdistanî yê derveyî Herêma Kurdistanê û fermangeha rêxistinên ne hikûmî. + +Herwiha serokê şanda danûstandinan a PDK ragihand ku tevî van postan, dê Yekgirtû di dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Îraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Celal Balebanî di roja dengadana taybet de bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, li bajarê Berlînê dengê xwe da. + +Malpera fermî ya YNK, dîmenek vîdyoyî belav kir ku tê de Mam Celal derdikeve dema ku li ser yekj ji sendûqên dengdanê dengê xwe dide. + + + +Amed (Rûdaw) - Parlementerê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku di çarçoveya doza KCKê de tê darizandin û di girtîgeha tîpa D de tê girtin, nexweş ket ji ber wê jî rakirin nexweşxanê. + +Hatîp Dîcleyê ku di sala 2011 an de wek parementerê Amedê hatibû hilbijartin û paşê parlementeriya wî hatibû betalkirin, ji sala 2009 ve di çarçoveya operasyonên KCK’ê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin. + +Hate zanîn ku nexweşiya dil pêre çêbuye û ew rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. + +Heta niha di derbarê rewşa Hatîp Dicle de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. +Hatîp Dîcle, sala 1954an li bajarê Amedê ji dayik bûye, sala 1991an li ser lîsteya Partiya Demokrasiyê (DEP) wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin lê roja 2ê Adara 1994an bi hêceta endamtiya PKKê, parlamenteriya wî û Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan dogan hat betalkirin û ew û hevalên xwe hatin girtin. + +Dîcle, piştî 10 salan, sala 2004an hat berdan. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an wek parlamenterê serbixwe yê Amedê hat hilbijartin lê hêceta ku biryara girtîna wî hatiye pesendkirin, parlamenteriya wî hat betalkirin û di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Doktorê taybet ê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê, Dr. Necmedîn Kerîm, diyar kir, ew piştrast in Talebanî dê vegere Kurdistanê ji ber wê jî dema wê hatiye ku amadekariyên vê yekê bên kirin. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ku wek berdevkê fermî yê rewşa tenduristiya Talebanî ye jî, ji Rûdawê re got, tenduristiya Mam Celal pir baş e û ti tengasiyek nemaye, tenê mîna her mirovekî bitemen di bin çavdêriya pijîşkî de ye. + +Li ser vegera wî bo Kurdistanê, Dr. Necmedîn Kerîm got, ez piştrast im Mam Celal dê vegere lê ji bo diyarkirina roja vegerê divê bi pijîşkan re xeber bidim. + +Li gorî agahiyên doktorê taybet ê Talebanî, niha tenê çare û rêyên dermankirinê yên sirûştî jê re pêwîst in û bo vegera wî jî divê ew pêwîstî bên dabînkirin. + +Ji aliyekî din, îro vîdyoyek hat belavkirin ku tê de Talebanî li bajarê Berlînê yê Almanya beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir. + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012an bi nexweşiya kirîza mêjî ket û ji wê demê ve heta niha li Almanyayê tê dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, endamên malbateke ereb a iraqî rastî êrişê hatin û di encamê de 3 jê hatin kuştin û yek jî birîndar bû. + +Berdevkê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, ji Rûdawê re got, îro saeta 16:00, em hatin agahdarkirin ku li taxa Raperînê ya Hewlêrê malbatek rastî êrişê hatiye. + +Karwan Ebdulkerîm, da zanîn, piştî wê tîmên polîs çûn cihê bûyerê û hat zanîn ku di êrişê de 3 endamên malbatê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. + +Li ser nasnameya wan kesan jî berdevkê polîsê Hewlêrê got, yên ku hatine kuştin hemû ji Bexdayê ne lê heta niha nayê zanîn çima rastî êrişê hatine û kê êrişî wan kiriye. Me dest bi lêkolînê kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, bo nehîştina nakokiyên navbera PDK û PKKê dê ";di van nêzîkan de"; bi rayedarên PKKê re rûnên. Nêçîrvan Barzanî, her wiha eşkere kir, petrola Herêma Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal bi fermî derbasî nav bazarên cîhanê bibe. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîneke taybet de digel Rûdawê, ku îşev saeta 21.05 bi dema Hewelêrê tê pexşkirin, li ser gellek pirs û arîşeyên navxwe, netewî û herêmî daxuyanî daye. + +Serokwezîr Barzanî bo cara yekê roja firotina petrola Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de eşkere dike û dide zanîn, nefta Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal di bazarên cîhanê de were firotin. + +Alîkarê Serokê PDKê her wiha behsa pêwendiyên PDKê bi partiyên Başûr û PKK û PYDê dike û dibêje, PDK naxwaze ti nakokiyên wê bi partiyên din re hebe lewma dê di van nêzîkan de bi PKKê re rûnê. + +Barzanî li ser xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin jî daxuyanî da û got, ew xendeq bo parastina ewlehiyê tê kolandin. + +Berfirehiya hevpeyvînê di hijmara nû ya rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê bixwînin ku her pêncşem tê ber destên we. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji ber nexweşiya dil ji girtîgehê rakiribûn nexweşxanê, dîsa vegerandin girtîgehê. + +Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji sala 2011an ve di çarçoveya doza KCKê de tê darizandin û di girtîgeha tîpa D ya Amedê de tê girtin, îro ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxanê. + +Li gorî agahiyên, piştî ku rewşa tenduristiya Dîcle hat kontrolkirin û nexweşiya wî hat dermankirin dîsa vegerandin girtîgehê. + +Hatîp Dîcle, sala 1954an li bajarê Amedê ji dayik bûye, sala 1991an li ser lîsteya Partiya Demokrasiyê (DEP) wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin lê roja 2ê Adara 1994an bi hêceta endamtiya PKKê, parlamenteriya wî û Leyla Zana, Selîm Sadak û Orhan dogan hat betalkirin û ew û hevalên xwe hatin girtin. + +Dîcle, piştî 10 salan, sala 2004an hat berdan. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an wek parlamenterê serbixwe yê Amedê hat hilbijartin lê hêceta ku biryara girtîna wî hatiye pesendkirin, parlamenteriya wî hat betalkirin û di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. + +Xaneqîn (Rûdaw) – Di encama êrişeke xwekujî de li dijî mîtînga hilbijartinê ya YNKê li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, herî kêm 18 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn. + +Bîstekê beriya niha êrişeke xwekujî li dijî mîtînga YNKê ya Xaneqînê çêbû. + +Berpirsekî polîsê Xaneqînê ji Rûdawê re got, di encama teqînê de herî kêm 18 kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, teqîn li ber avahiya YNKê ya Xaneqînê rû daye. + +Serdeşt (Rûdaw) – Li devera Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê 10 hespên welatiyên kolber kuştin. + +Li gorî malpera Kurdpa, hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî seyrangeha Pirdananê ya bajarê Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê, gulle berdana hespên welatiyên kolber ên wê deverê. + +Li gorî nûçeyê, di encamê de 10 hesp hatine kuştin. + +Li gorî agahiyên şahidekî bûyerê, barên wan hespan hemû ceh bûye. Wî jêderî daye zanîn, hêzên Îranê destpêkê hesp girtine û piştî ku bi daran ve girêdane, hesp dane ber gulleyan û kuştine. + +Hat zanîn, beriya niha jî hêzên ewlehiyê yên Îranê 13 hespên kolberan girtibûn û ji wan re gotibûn, eger her yek ji wan 2 milyon tûmen nede wan hespên wan bernadin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êrişa xwekujî ya li dijî mîtînga YNKê li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, dujminên gelê kurd çavên wan ji azadî û aramiya Kurdistanê bar nagire. + +Îşev li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, êrişeke xwekujiyê li dijî mîtînga hilbijartinê ya YNKê çêbû û di bûyerê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber vê yekê peyamek belav kir û jibilî şermezarkirina êrişê ragihand, dujmin û dilnexwazin gelê kurd çavên wan li hember azadî û aramiya Kurdistanê bar nagire. + +Mesûd Barzanî, diyar kir ku divê terorîst û dujminên gelê kurd baş bizanin ku karesat û qurbanîdan rêzên gelê kurd bihêztir dike û ji hikûmet û hêzên pêşmerge û ewlehiyê xwest, bi çavekî vekirî erka parastina ewlehiya gel û welat bicîh bînin û derbên kujek li terorîst û dujminan bidin. + +Barzanî, destnîşan kir ku dê hemû cure alîkariyek bo birîndarên bûyera Xaneqînê bê kirin. + +Helwêr (Rûdaw)- Nivîskarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ew gotegot red kirin ku dibêjin ew bûye şêwirmendê şandeyê navdewletî û erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî. + +Ev çend roj in li ser çend malperên taybet bi Rojavayê Kurdistanê û li ser rûpelên torên civakî, behsa wê yekê tê kirin ku nivîskar Jan Dost ê ku li Almanyayê dijî, bûye şêwirmendê Exzer Îbrahîm. + +Jan Dost derbarê vê yekê de daxuyaniyek derxist û tê de ragihand ku ew nebûye şêwirmendê Îbrahîmî û tenê ew grûpekin wek desteyeke şêwirmendiyê ya taybet bi Sûriyê li cem Neteweyên Yekbûyî kar dikin. + +Jan Dost bal kişand ku ew grûpa wan ji çend kesatiyên siyasî pêk tê û rojên 25, 26 û 27ê vê mehê li bajarê Montreux li Swîsrayê li hev civiyan û derbarê dîtina çareseriyeke atşiyane ji bo krîza Sûriyê de gotûbêj kirin. + +Nivîskarê Kurd Jan Dosta di daxuyaniya xwe de tekîd kir ku armanca civîna wan ne avakirina laş û cesedekî siyasî yê nû ye û ne jî bibe aliyek di danûstandinên Cenêvê yên navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de. + +Jan Dost diyar kir ku armanca sereke ya civîna li Swîsrayê ew bû ku çareseriyên siyasî ji bo krîza Sûriyê pêşkêş bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro saet 11ê berî nîvro bi dema Hewlêrê, hemû frakisyonên nav Parlamentoya Kurdistanê bicivin ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê. + +Desteya serokatiya parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê. + +Li gor rêkeftina ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran de hatiye îmzekirin, serokê parlamentoyê wê ji Gorran be. + +Her li gor rêkeftina ku di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YKN) de hatiye îmzekirin, cîgirê serokê parlamentoyê wê ji PDKê be û sekreter ji YNKê be. + +Lê, ji ber ku YNKê hîn biryar nedaye tevlî hikûmetê bibe û daxwaza posta wezareta navxwe dike, hîn posta sekreter û cîgirê serokê parlamentoyê nehatiye yekalîkirin. + +PDKê dibêje eger berî hilbijartinan YNKê biryar bide tevlî hikûmetê bibe, ew dê razî be posta cîgirê serokê parlamentoyê ji YNKê re be. + +Parlamneterê YNKê Gorran Azad derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Pirsgirêka me ne di postên parlamentoyê de ye, lê belê di hikûmetê de ye, divê wezareta navxwe ji me re be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wê îro bê hilbijartin û nazmedên wê desteyê aşkere bûn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Tevgera Gorran wê parlamenterê xwe Yûsif Mehmûd ji bo posta serokê parlamentoyê namzed bike. + +Herwiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê parlamenter Ceifer Êmênkî ji bo posta cîgirê serokê parlamentoyê namzed bike. + +Komela Îslamî ya Kurdistanê jî Fexredîn Qadir ji bo posta sekreterê parlamentoyê namzed bike. + +Desteya serokatiya parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê. + +Li gor rêkeftina ku di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YKN) de hatiye îmzekirin, cîgirê serokê parlamentoyê wê ji PDKê be û sekreter ji YNKê be. + +Lê, ji ber ku YNKê hîn biryar nedaye tevlî hikûmetê bibe û daxwaza posta wezareta navxwe dike, hîn posta sekreter û cîgirê serokê parlamentoyê nehatiye yekalîkirin. + +PDKê dibêje eger berî hilbijartinan YNKê biryar bide tevlî hikûmetê bibe, ew dê razî be posta cîgirê serokê parlamentoyê ji YNKê re be, lê eger YNKê îro wê biryarê nebe, wê ne tenê cîgirê serokê parlamentoyê, lê belê sekreterê parlamentoyê ji dest wê here û dê heta piştî hilbijartinan ji Komela Îslamî re be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro sêşemê 2 şand ji her du Encûmenên kurd li Rojavayê Kurdistanê saet 15.30 bi dema Qamişlo li ofîsa serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tahir Sefûk li hev bicivin. + +Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulsemed Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li ser daxwaza Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) her du encûmen wê îro li hev bicivin. + +Derbarê mijarên ku di cicînê de wê bên behskirin, Biro got ";Ti karname ji civînê re nehatiye aşkerekirin û ew nizanim civîn ji bo çi û di çi astê de dê bê lidarxistin";. + +Biro diyar kir ku ji bo behskirina karê hevbeş ew weke ENKSê rêkeftina Hewlêr2 û xalên wê weke bingeh digrin. + +Biro aşkere kir ku wan redkiriye ligel rêveberiya kantonan bicivin û tekez kirine ku di warê karê hevbeş de ew tenê bi EGRKê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re amade ne bicivin. + +Derbarê yasaya partiyên siyasî ku di hefteya borî de ji aliyê rêveberiyên kantonan ve hat derxistin, Biro da zanîn ku helwesta ENKSê di vê derbarê de diyar e û ne têkildarî van rêveberiyan û biryarên wan in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser daxwaza parlamenterên Yekîtiya Nitşimanî ya Kurdistanê (YNK), serokatiya demkî ya parlamentoyê qebûl kir ku civînên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Senger Ebdilrehman ji nav hola parlamentoyê ragihand ku îro frakisyona YNKê daxwaz kir ku civînên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin, ji ber ku parlamenterên YNKê dibêjin suprayzên wan hene. + +Piştî gotûbêjkirina wê daxwazê, serokatiya demkî ya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza YNKê qebûl kir. + +Parlamenterê Gorranê Elî Heme Salih ji Rûdawê re ragihand ku ";bi biryara Tevgera Gorran û frakisyonên nav parlamentoyê, biryar hat dayîn ku ji niha û pê de rûniştinên parlamentoyê bi awayekî zindî bên weşandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) teqîna ku duh li nav mîtînga Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarokê Xaneqînê pêk hat, şermezar kir. + +Duh teqîneke xwekujî li nava mîtîna alîgirên YNKê li Xaneqînê pêkhat û di encam de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn. + +Li ser navê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û tê de êrîşa li Xaneqînê hat şermizarkirin. + +Demîrtaş di daxuyaniyê de sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û ji hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku di demeke nêzîk de berpirsên vê bûyerê bibîne û bide dadgehê. + +Di daxuyaniya hevserokê BDPê de hatiye diyarkirin ku her aliyê ku bêje ew mirov e, divê bi tundî wê êrîşê şermezar bike û dengê xwe li dijî vê bûyerê bilind bike";. + +Hevserokê BDPê herwiha got ku ";Li kîjan perçeyê Kurdistanê bibe bila bibe, em şirîkê êşa her Kurdekî ne, êşa wan êşa me ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê 2 teqînan bajarokê Seidiye yê ser bi Xaneqînê ve hejand û li gor amarên destpêkê, di encama her du teqînan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her du teqîn di rêya bombeyên vedayî re û li du cihên qerebalx ên bajarokê pêhatin. Bombeya yekê li nêzîk çayxaneya el-Şeib li nav bazarê û ya din li nêzîk fermangeha elektrîkê pêkhat. + +Rêveberê bajarokê Seidiye Ehmed Zirgoşî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha amareke hûr derbarê hejmara kuştî û birîndaran de li ber destê wan tine ye. + +Lê rêveberê polîsê Seidiye Selah Elî ji Rûdawê re ragihand ku di encama her du teqînan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn. + +Elî diyar kir ku birîndar rakirine nexweşxaneyên Xaneqîn û Celewlayê. + +Bajarokê Seidiye 60 km li bakurê Beiqûbe (navenda parêzgeha Diyale) dike û ew ser bi qeza Xaneqînê ye girêdayê parêzgeha Diyale ye. Xelkê wê ji Kurd, Ereb û Tirkmanan pêk tê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê destpêkir û her ji destpêk de frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew deng nadin desteya serokatiyê. + +Parlamenterê frakisyona YNKê Salar Mehmûd peyama frakisyona xwe xwend û tê de ragihand ";Dema civînê neguncayî ye û rêkeftin li ser tine ye û ev dikeve xizmeta propagemdaya hilbijartinê de";. + +Mehmûd herwiha got ";Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ev prose xizmeta yekrêziyê nake, em ji niha de radigihînin ku em deng Nadine vê proseya ne tendurist";. + +Pişt re namzedên ji bo serokê parlamentoyê, cîgirê serokê parlamentoyê û sekreterê parlamentoyê destê xwe bilind kirin. + +Ji bo posta serokê parlamentoyê, Tevgera Gorran Yûsif Mihemed kire namzed, ji bo cîgirê serokê parlamentoyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ceifer Êmînkî kire namzed. + +Ji bo posta sekreterê parlamentoyê 2 kesan xwe kire namzed, yek Fexredîn Qadir ji Komela Îslamî ya Kurdistanê û yê din ji Lîsteya Azadî Ebû Karwan xwe kire namzed. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de çend kesan ji bo desteya serokatiya parlamentoyê ku ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê, xwe namzed kirin. + +Proseya dengdanê bi awayekî nihênî ji bo her sê postan birêveçû. + +Yûsif Mihemed ji frakisyona Gorran bi piraniya dengan (84 deng) bû serokê parlamentoyê. + +Ceifer Êmînkî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi piraniya dengan (78) deng bû cîgirê serokê parlamentoyê. + +Her yek ji Fexredîn Qadir ji frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê û Ebû Karwan ji lîsteya Partiya Komonsît xwe ji bo posta sekreterê parlamentoyê namzed kirin, di dengdanê de namzedê Komela Îslamî bi piraniay dengan (73) serkeft. + +Di destpêka civîna îro de, frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ";ew deng Nadine proseyeke ne tendurist";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Her çar teqînên ku îro serê sibehê bajarokê Seidiye yê girêdayî bajarê Xaneqînê hejand, nêzîkî 100 kuştî û birîndar li pey xwe hiştin. + +Rêveberê bajarokê Seidiye Ehmed Zirgoşî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqînan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 46 kesên din jî birîndar bûn. + +Zirgoşî diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Xaneqîn û Celewlayê. + +Rêveberê bajarokê Seidiye herwiha got ku hinek kuştî û birîndar di bin dikanên hatine hilweşandin de mane, lewra tê pêşbînîkirin hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- 4 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê hêzên asayişê yên ku wek hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojava tên naskirin, hatin girtin. + +Çavkaniyekê ji nav serkirdatiya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro nîvro 4 endamên wan ku ji Başûr vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku serkirdatiya partiya wan niha hewl dide hevalên wan bên berdan, ji ber vê yekê jî nexwest navê wî bê aşkerekirin. + +Çavkaniyê got ku 3 ji wan kesên hatine girtin keç in. + +Piştî ku PDK-Sê kongreya xwe ya damezirandinê di 3,4 û 5ê nîsanê de li Hewlêrê li dar xist û endamên kongreyê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, hejmark ji wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin girtin û pişt re hatin berdan. + +PDK-Sê di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku ";asayişa PYDê nêzîkî 15 hevalên wan bi zorê ji Rojava vegerandin Başûrê Kurdistanê";. + + +Enqere (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî tevlîbûna parlementerên BDPê, yekemîn civîna xwe li na Parlamentoya Tirkiyê pêk anî û tê de hevseroka HDPê Sebahat Tuncel axifî. + +Tuncel di destpêka axaftina xwe de peyameke sersaxiyê ji qurbaniyên teqîna duh a ku li bajarokê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, şand. + +Tuncel rexne li hikûmeta Tirkiyê kir û piştgirî jî da gotinên hevseroka şaredariya Amedê Gulten kişanak ku gotibû ";Em ji petrola heremê para xwe dixwaz in";. + +Sabahat Tuncel derbarê vê yekê de wiha axifî: ";Gulten Kişanak got em para xwe ji petrolê dixwazin, wan jî qiyamet rakirin, lê ev mafekî rewa ye. Kurd digel vê yekê mafê xwe yê xweseriya demokratîk jî dixwazin";. + +Hevseroka HDPê herwiha bang li gelê Tirkkir û got ";Bi salan ji me re derew kirin, gotin dê Tirkiye bê perçekirin, li Îtalyayê 20 herêmên federal hene, lê ew perçe nebûye";. + +Sabahat Tuncel herwiha behsa pêvajoya aştî û çareseriyê jî kir û got ";Kiryarên hikûmeta AKPê xizmeta pêvajoyê nakin. Divê yasaya xweseriya rêveberiyên herêmî bê derxistin û destûra bingehîn jî bê guhertin. bila gelên me bizanin emê li ser tekoşîna xwe berdewam bin";. + +Tuncel li ser kolandina xendekên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyanî dan û got ";Li aliyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê xendekê dikole û li aliyê din dewleta Tirkiyê li ser sînorê bajarê Hatayê dîwaran lêdike. Gelê Rojava dê xendekan dagire û dîwaran jî biherifîne. ji ber ku pêşiya şoreşa Rojava bi xendek û dîwaran nayê girtin. Ji Kurdan netirsin bizanin Kurd herî zêde li Tirkiyê dijîn";. + +Hevseroka HDPê li ser biryara îdamên li Misrê jî axifî û ragihand ";Em li dijî van biryaranin, AKPê dibêje ez dijî biryara îdamê me lê dema Îranê biryarên îdamê dida, dengê wan derneket";. + +Li ser peyama serokwezîrê Tirkiyê ya di derbarê qirkirina Ermeniyan de jî, Tuncel got ";Serokwezîr dibêje divê em rûbirûyê wan bûyeran bibin, lê rûbirûbûn wisa nabe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ofîsa Jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi hevkariya çend ajans û rêxistinên din ên navdewletî, lêkolînek derbarê rewşa keç û jinên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê bûne penaber, pêk anî. + +Piştî salekê, ofîsê encamên lêkolîna xwe aşkere kirin û tê de hejmarên metirsîdar li ser destdirêjiya seksî û îşkencekirina ku keç û jinên penaber rastî tên, derxistin holê. + +Li gor encaman, piraniya jinên penaber ji aliyê karmendên asayişê û karmendên komisyona penaberan ve rastî destdirêjiya seksî hatine. + +Amarên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku 224 hezar û 456 penaber li Iraqê dijîn û ji sedî 97 li Başûrê Kurdistanê ne. ji wan, ji sedî 43% di kampan de dijîn ku li gor wê amarê, ji sedî 47 û nîvê penaberên ku navê xwe tomar kirine, ji regezê mê ne. + +Penaberên ku di lêkolînê de hevpeyvîn ligel wan hatiye kirin, dibêjin keç li ser kar, di teksiyan de û herwiha di nav kampan de jî rastî tundî û destdirêjiya seksî tên. Wek di lêkolînan de hatiye gotin, li kampeke penaberan, keç û malbat ji ber hejariyê neçarin karê leşfiroşiyê bikin, yan jî keçên xwe zû dizewicînin. + +Di lêkolînê de ku li ser jin û mêran jî hatiye kirin, her duyan hejarî wek sedema serekî ya tundûtûjiyê dibînin. Ew herwiha ji kêmbûna çavdêriya tenduristî, zêdebûan kirêya xaniyan û nebûna derfetên kar dilgiarnin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di lîstikek agirîn de ku navnîşana wê serkeftine, tîma Bayern Munschen a almanî pêşwazî li tîma Real Madrid a spanî dike û çavê her du aliyan li serkeftinê ye. + +Di çarçoveya lîstika vegerê ji gerra berî dawî ji şampiyoniya Ewropa, li ser yarîgeha Allianz Arena tîma B. Munschen tê himberî tîma R. Madrîd. + +Di lîstika çûnê de ku li ser yarîgeha R. Madrîd, Santiago Bernabéu, tîma B. Munschen bi golekî bêbermaber şikest, lewma dixwaze di lîstika îro de serkeftinê li ser R. Madrid bidest bixe, da pilêta derbasbûna lîstika dawî ji şampiyoniya Ewropa ji dest R. Madrid birevîne. + +Tîma R. Madrid derbasî lîstikê dibe bêyî ku ti lîstikvanên wê li ser kursiyê lîstikvanên yedek rûnin. + +Li gor medyaya cîhanê dê rahênerê R. Madrid, Karlo Ancelotti bi van lîstikvana hevrikiya tîma almanî bike: Kasillas, Koentrao, Ramos, Psps, Charvajal, D. Maria, X. Alonso, Modric, Ronaldo, Benzema û Bale. + +Di himber de B. Munschen bi van lîstikvanan dê himber tîma Spanî bilîze: Neuer, Lahm, J. Martinez, Boating, Alba, Schweinsteiger, Kroos, Muller, Robben, Ribery, Mandzukic. + +R. Madrid dixwaze piştî 12 salan derbasî lîstika dawiyê bibe û nasnava xwe ya 10em ya şampiyoniya Ewropayê bidest bixe, di himber de B. Munschen dixwaze bo cara 3yem, li ser hev, nasnava şampiyoniya Ewropa bilind bike. + +Lîstik demjimêr 21:45 bi dema Hewlêrê birêve diçe. + + +Amed (Rûdaw)- Sibe, 30'ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên herêmî û parlementoya Iraqê birêve diçin. Ev hilbijartin li aliyê Bakûrê Kurdistanê jî mijareke balkêşe. + +Çawa hilbijartinên herêmî yên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ji nêz ve hat şopandin hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî li Bakûrê Kurdistanê tê şopandin. Siyasetmedarên kurd daxwaz dikin ku bi van hilbijartinan demokrasiya Başûrê Kurdistanê pêşvetir biçe û xurttir bibe. + +Ji ber ku demokrasiya Herêma Kurdistanê ji bo cîranên wê mînakeke girîng e. Siyasetmedarên kurd hêvîdarin ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di nava aştî û aramiyê de derbas bibin. + +Her wiha dibêjin encamên hilbijartinan çi be bile ew be lê pêwîstê dawiyê her tişt gorî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê be. + +Li gorî siyasetmedarên Kurd çawa ku niha li Başûrê Kurdistanê partiya sereke PDK ye di hilbijartinan de jî ev rewş dê neyê guhertin. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Xwendekar û mamostayên zanîngehê li dijî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê nerazîtî nîşan da. Bi hinceta ku bi destê 'Cemaeta Gulen' Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê ji bo Peymangeha Tenduristiyê hatine tayînkirin, di bin serperiştiya Baskê Sendîkaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Dêrsîmê de li nav hewşa zanîngehê xwepêşandanekê hat sazkirin. + +Piştî xwepêşandana ku bi pankartên 'Em ê rê nedin xebatkarên nijadperest û paşverû', 'Di beşa tenduristiyê de em baytar naxwazin' pêk hat, li ber Rektoriya Zanîngeha Dêrsimê li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngehê Mehmet Aşkin daxuyand. +Di daxuyaniyê de Aşkin bertek nîşanî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê û rektorê wê da û got: "Nêrînên yekîneyên zanîngehê, daxwazên nivîskî û bêyî ku rewişt û rêçikên zanistî li ber çav bê girtin; rêxistinên cemaetî û nijadperest roj bi roj zêdetir tên bipêşxistin û bihêzkirin. Ji bo hinek kesan bi îlanên taybet, pîvan û rêzikên zanistî û akademî tên binpêkirin. Bi vî awayî li zanîngehê, 'hîndekarên bankamatîk' tên çêkirin. Ev 'hîndekarên bankamatîk' naçin dewamê û li bajarê Dêrsîmê dananîşin. Yekane erk û peywirê wan ew e ku postên rêveberiyê li xwe bikin û di hefte yan jî du hefteyan carê îmzeyên dewamên xwe di yekcarê de biavêjin." +Aşkin derbirî ku rêveberiya zanîngehê hîndekar û mamostayên ku Dêrsîmî ne, wernagire. Aşkin diyar kir ku li zanîngehên her bajarî wekî rêje bi piranî ji hîndekarên wî bajarî pêk tên, lê li Dêrsîmê li Zanîngeha Tûnceliyê hema bigire hîndekarê ji vî bajarî nîn in. Aşkin di vî warî de rexne li rêveberiya zanîngehê girt û wiha domand: "Pêşniyara me ev e, bila rektor navê zanîngehê yan bike 'Zanîngeha Firatê ya li Dêrsîmê' yan jî bi gotina gel navê wê bike 'Zanîngeha Gulen 2'." +Xwendekarên Peymangeha Pîşeyê Tenduristiyê bi cilên xwe yên sipî beşdarî xwepêşandanê bûn û hima him dirûşmeya 'Em ne baytar in, em tenduristkar in' berz kir. Ji ber ji bo Peymangeha Tenduristiyê Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê hatine tayînkirin, kerb û hêrsa xwepêşanderan sortir bû. + +Di vî warî de Aşkin wiha daxuyand: "Li Zanîngeha Dêrsimê yekane jina rêveber Doç. Dr. Gulnaz Karatay ku di damezrandina Peymangeha Tenduristiyê de cih girtiye û erkê gerînendîtiyê bi pûtepêdaneke mezin bi rê ve dibir; digel ku di vê qadê yekane doçent e, ji bo vî erkî nehatiye tayînkirin. Li şûna Karatay baytarek ji b vî erkî hatiye destnîşankirin. Gerîndeyê nû, bi awayekî derhiqûqî, Doç. Dr. Gulnaz Karatay ji serokbeşiyê jî dûr dixe û li şûna wê 'hevrê'yek xwe yê biyolog ji bo vî erkî destnîşan dike. Peymangeha Tenduristiyê ya ku tenê beşa wê ya hemşîretiyê (tenduristkarên jin) vekirî ye, ji aliyê gerînendeyek baytar, biyologeh serokbeş û alîkarek gerînendeyê veterîneriyê ve tê birêvebirin." + +Herwiha Aşkin got ku karmend û mamostayên zanîngehê, ne bi pîvanên zanistî ' bi fermanên siyasî û nêzîkatiya bi cemaeta Gulen' tên destnîşankirin û bicihkirin. +Piştî daxuyaniyê xwepêşander hêmanane belav bûn. + +Bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê çav li ser Rûdawê ne, bo vê mebestê jî Tora Medyayî ya Rûdawê hemû amadekariyên xwe kirine. + +Tora Medyayî ya Rûdawê (Tv, Radyo û Portal) bi pilaneke berfereh dê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bişopîne. + +Televîzyona Rûdawê, sibe, 30.04.2014, ji demjimêr 6ê sibehê dest bi şopandina proseya dengdanê dike û heta derengî şevê berdewam dibe. + +Bi rêya rojnamevanên me yên navdar û peyamnêrên me yên çalak, Rûdaw wek şopandina hilbijartinên 21.09.2013 dê di şopandina van hilbijartinan jî pêşeng be. + +Li stodyoyên Rûdawê jî dê Hîwa Cemal, Hêmin Melazade, Şîfa Gerdî, Dilbixwîn Dara û Deştî Rewandizî bi dirêjahiya rojê ligel we bin. + +Herwiha pexşa me ya zindî dê ji Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Washington, Kerkûk, Bexda, Berlîn, Mosko, Amesterdam û çend cihên din jî berdewam be. + +Li ser ekranên Rûdawê jî girafîkên hilbijartinan bi awayên prosfesyonal hatine çêkirin ligel hejmartina dengan, demlidest encam hin bi hin tên li ser erkanê. + +Herwiha radyo jî dê bi şopandina televîzyonê ve bê girêdan. Portala Rûdawê jî bi girafîk û nûçeyên bilez û rast ligel we dibe. + +Herwiha bi rêya rûpelên me li ser medyaya civakî, hûn dikarin nûçe, wêne û vîdyoyên di dest we de binêrin bo Rûdawê. + +Televîzyon, radyo û komputerên we bila li ser Rûdawê bin. Ji bîr jî nekin ku telefona we ji çi corekî jî be, xizmetguzariya wê li ser Rûdawê heye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku proseya hilbijartinan bi awayekî hêmin û aram birêve biçe. + +Îro, 30.04.2014, proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê destpêkir. + +Nêçîrvan Barzanî beşdarî proseya dengdanê bû û dengê xwe li dibistaneke taxa Kuran li bajarê Hewlêrê da û ragihand ";Min xwest ku ligel xelkê deng bidim";. herwiha daxwaza ji hevniştimaniyan kir ku mafê xwe yê demokrasî bikar bînin. + +Herwiha derbarê dîmena vîdyoyî ya Celal Talebanî, Nêçîrvan Barzanî got ku ew kêfxweşe ku Talebanî dît û hêviya tendirûstiyek baş bow wî xwest. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê îro saet 7ê sibehê bi dema Hewlêrê destpêkir û wê saet 6ê êvarî bi dawî were. + +Di van hilbijartinan de wê hemwelatiyên Başûrê Kurdistan nûnerên xwe di Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan de hilbijêrin, herwiha hemwelatiyên din ên Iraqê wê nûnerên xwe ji bo parlamentoyê hilbijêrin. + +Di hilbijartinên vê carê de zêdeitîr 20 milyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin. + +Li Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin. + +Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di 21ê îlona 2013an de hatin kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pileya yekem, Tevgera Gorran pileya duyem, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pileya sêyem, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pileya çarem û Komela Îslamî ya Kurdistanê pileya pêncem bi dest xistin. + +Ji sala 2005an ve ev yekemîn hilbijartinên encûmenên parêzgehan e li Başûrê Kurdistanê tên kirin. + +Çavdêrên siyasî yên Iraqê pêşbînî dikin di van hilbijartinan de nexşeya siyasî li Iraqê bê guhertin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa ragihand ku ev hilbijartin proseyeke girînge bo radestkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê. + +Îro, 30.04.2014, proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê destpêkir, di vê barê de Newşîrwan Mistefa li binkeya Azadî li bjaraê Silêlmaniyê dengê xwe da. + +Herwiha Mistefa daxwaz ji xelkê kir ku bi germî beşdarî hilbijartinan bibin û got: ";Ev hilbijartin proseyeke girînge bo radestkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê."; + +Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê hêvî xwest ku encamên hilbijartinan ligor daxwaza xelkê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê saet 6.50 deqe bi dema Hewlêrê û berî 10 deqeyan ji destpêkirina proseya dengdanê, dengê xwe avête sindoqeke dengdanê li dibistana Lawan li taxa Kûrana Enkawe li bajarê Hewlêrê û hêvî xwest xelk jî mafê xwe yê demokrasî bi kar bînin. + +Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe bi kar anî, di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku hilbijartinên îro ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê gelek girîng in û ji hemwelatiyan xwest ku ber bi sindoqên dengdanê ve biçin û nûnerên xwe hilbijêrin. + +Serokwezîr Barzanî herwiha hêvî xwest proseya dengdanê bi awayekî aştiyane birêvebiçe û got ";Bêguman ev prose dê bibe serkeftineke mezin ji bo tevahiya proseya demokrasiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê";. + +Derbarê vîdyoya serokomarê Iraqê Celal Talebanî de ku li nexweşxaneya ku tê de tê dermankirin li Almanayê dengê xwe avêt sindoqa dengdanê, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ";Bi baweriya min xelkê Iraqê bi giştî kêfxweş bûn ku di ekrana televizyonê de dîtin cenabê serok Talebanî deng dide";. + +Serokwezîr Barzanî diyar kir ku çûna Talebanî valahiyek him li Iraqê û him li Herêma Kurdistanê bi cih hiştiye û hêvî xwest bi tenduristiyeke baş vegere Iraq û Herêma Kurdistanê. + +Derbarê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku proseya avakirina hikûmetê roja sêşemê di pratîkê de destpêkir û hêvî xwest ku di demeke kurt de bi fermî ew kabîne bê avakirin. Herwiha aşkere kir ku heta niha ti aliyekî wezîrên xwe destnîşan nekirine. + +Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî got ku ev hilbijartin wê nexşeya siyasî ya Iraqê bi giştî biguhere. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ";Li cem me çiqasî avakirina hikûmetê dijwar be, li Iraqê dê gelekî dijwartir be";. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navendeke dengdanê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dengê xwe bi kar anî. + +Barzanî dora saet 9:50 deqe bi dema Hewlêrê, dengê xwe ji bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê avête sindoqên dengdanê. + +Herwiha ligel Barzanî, şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li heman navendê dengê xwe bi kar anî. + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec daxwaz ji hemwelatiyan kir ku berê xwe bidin sendûqên dengdanê. + +Mihemed Ferec biştî ku berşdarî proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdisatnê bû û dengê xwe da, Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Çaksaziya rast ji vê de destpêdike."; + +Herwiha Ferec ragihand: ";Madem en li vî niştimanî dijîn, berpirsiyariya me jî heye."; + + +Silêmaniyê (Rûdaw)- Çavdêrekî hilbijartinan ragihand ku li navenda Erbet li bajarokê Erbet ê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, şer di navber hêzên polîs û asayişê de derket û nêzîkî 40 deqeyan dengdan li navendê rawestiya. + +Çavdêrê hilbijartinan Haşim Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Li navenda Erbet a bineretî, ji ber şerê navbera polîs û asayişê û teqekirinê, proseya dengdanê nêzîkî 40 deqeyan rawestiya";. + +Kerîm herwiha got ";Karmendên komîsyonê li navenda Erbet ne serbixwe ne û nahêlin kesên nexwendevan kesekî ligel xwe bînin hundir navendê daku deng ji wan re binivîse û ew karmend bi xwe li ji wan re dengan dinivîsînin";. + +Kerîm diyar kir ku ";gelek xelk li ber deriyê navendê rawestiyane, lê derî girtine û nahêlik kes derbas bibe";. + +Raniye (Rûdaw)- Li bajarokê Raniye yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve û di dema şopandina proseya hilbijartinan li ber yek ji navendên dengdanê de, tîma Tora Medyayî ya Rûdawê rastî êrîşê hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferman Çomanî li Raniyeyê got ";Saet 7.30ê sibehê, bi dema Hewlêrê, li ber navenda Botî li Raniyeyê, du berpirsên asayişê bi cilên sivîl rê li ber me girtin û nehiştin em proseyê bişopînin û hewl dan dest danin ser kamîreya me";. + +Li gor rênimayên komîsyona hilbijartinan a Iraqê, medya dikare li ber navendên dengdanê proseya hilbijartinan bişopînin. + +Ji destpêka proseya hilbijartina Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ku saet 7ê sibehê destpêkir, ev yekemîn binpêkirin bû li dijî rojnamevanan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê Serbest Mistefa piştrast kir ku serokomarê Iraqê Celal Talebanî li paytexta Almanya Berlînê dengê xwe avêt sindoqa dengdanê. + +Derbarê awayê dengdana Talebanî de û di bersiva pirsekê de ku gelo Talebanî çûye navenda dengdanê yan jî sindoqa dengdanê jê re birine nexweşxaneya ku lê tê dermanakirin, Serbest Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Ez dizanim bê dengdana wî çawa bû, lê ji ber ku ev mijar taybete, ez nikarim bersivê bidim";. + +Mistefa herwiha got ";Ya girîng ewe ku dengê xwe bi kar aniye û ev peyameke başe ji bo hemû gelê Iraqê, ne pirsgirêke bê li kûderê deng daye, li Iraqê jî navendên dengdanê li nexweşxaneyan hene û ti nexweşek tev textê xwe neçûye navendên dengdanê";. + +Serokê komîsyona hilbijartinan diyar kir ku xelkê navçeyên ku di bin kontrola grûpên tundrew de ne nikarin deng bidin û berê xwe dane navçeyên din û got ";Ji ber vê yekê me navend ji bo koçberên parêzgeha Enbarê li cihên din vekirine û ew dikarin li wir dengê xwe bi kar bînin, piraniya wan koçberan jî li Herêma Kurdistanê ne";. + +Serbest Mistefa aşkere kir ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê hinek navendên li Kerxi, Enbar, Neynewa û Selahedînê hatine girtin. + +Di çend demjimêrên borî de peymanêrên me li çend cihekî ku proseya hilbijartinan lê birêve diçe, rastî êrîş û destandîn li ser alavên wan hatin. + +Em li rêveberiya Rûdawê, di demekê de ku ji hemû aliyekî re tekez dikin ku tora peyamnêrên me tenê bo veguhestina wêneyê rast ê proseya hilbijartinan kar dike, di heman demê de hêzên ewlekariyê wek berpirsaiyar dizanin li ser her destdirêjiyekê ku li ser tîmên Rûdawê bê kirin. + +Derxistina rastiyan armanc û xwesteke we ye. + +Rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê +30.04.2014 + +Raniye (Rûdaw)- Aliyên siyasî yên ku tevlî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bûne, li hev kirin ku hêzên asayişa ji navenda dengdanê ya Hacyawa li bajarokê Raniye bên derkirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Raniye ragihand ku dûrxistina hêzên asayişê ji wê navendê piştî wê yekê hat ku şer di navbera alîgirên aliyên siyasî û hêzên asayişê de derket ku di encam de hemwelatiyek û asayişek birîndar bûn. + +Piştî vê bûyerê, serokê Parlametoya Kurdistanê Yûsif Mehmûd daxwaz ji komîsyon û saziyên ewlekariyê û polîs kir bi awayekî bêalî proseya dengdanê birêvebibin û destêwerdanê nekin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Saet 6ê êvarî bi dema Hewlêrê, wê proseya dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi dawî were û komîsyona hilbijartinan dibêje ku piştî girtina navendên dengdanê wê proseya veqetandina dengan destpêbike. + +Rêveberê ofîsa Helwêrê ya komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê Hendirên Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îşev piştî bidawîhatina hilbijartinan wê proseya veqetandin û hejmartina dengan destpêdike";. + +Derbarê dengên dengdana taybet a nexweşxane û hêzên çekdar û ewlekariyê de ku 28ê mehê birêveçû, Mihemed diyar kir ku ew deng wê di holeke din de hatine komkirin û wê sibê veqetandina wan jî destpêbike. + +Rêveberê ofîsa Helwêrê ya komîsyona hilbijartinan derbarê rêjeya beşdariya xelkê parêzgeha Hewlêrê di hilbijartinan de got ";Heta saet 12ê nîvro, rêjeya beşdariya xelkê li parêzgeha Hewlêrê ji sedî 49 bû";. + +Portala Rûdawê xwendevanên xwe agehdar dike ku ew dikarin deqe bi deqe rêjeya dengên aliyên siyasî her ji destpêka veqetandinê de bibînin. + +Îro saet 7ê sibehê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê destpêkirin û biryar e heta 6ê êvarî berdewam bin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad mercê ku YNK di paşerojê de nebe opozîsyon aşekere kir. + +Murad piştî ku dengê xwe aêvte sindoqa dengdanê, ji medyayê re axifî û ragihand: ";Eger wezareta navxwe bibe ji pişka YNKê, wê YNK nebe opozîsyon."; + +Murad tekez kir ku YNKê rijde li ser wergirtina wezareta navxwe û got: ";Ji ber ku bi hezaran pêşmerge, polîs, karmend û tiştên me hene."; + +Derbarê nêrîna hin berpirsên YNKê jî ku behsa opozîsyonêbûnê dikin de, sekreterê encûmena navendî ya YNKê wiha got: ";Eger wezareta navxwe di destê me de be, emê nebin opozîsyon."; + +Berî niha jî sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di programa Kevana Sor a Rûdawê de got: ";Pirsa wezareta navxwe yekalî bûye, berî niha jî serok Barzanî gotiye wezareta navxwe ji bo PDKê ye, wate ji bo PDKê ye, em jî li ser wê yekê kar dikin da ku vê gotinê bi cî bînin."; + +PDKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de her yek ji wezaretên rewşenbîrî, avakirin, xwendina bilind, tendirûstî, karûbarê şehîd û enfalkiriyan û posta cîgirê serokwezîr û cîgirê serokê parlamentoyê yan jî sekreterê parlamentoyê ji YNKê re veqetandine, lê ew rijde li ser wergirtina wezareta navxwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Dadgeha Gel"; li Efrînê cezayên giran derheqê çend endamên Partiya Demokrat a Kurdisatnê-Sûriyê (PDK-S) ku hinek ji wan ev zêdetirî 8 mehane girtî ne, derxist. PDK-Sê jî dibêje ew ceza ";tolhildaneke siyasî ye";. + +Dadgeha bi navê ";Dadgeha Gel"; ku xwe ser bi rêveberiya kantona Efrînê ya ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurdî ve hatiye avakirin, hesab dike, duh her yek ji Beyazîd Meimû, Siyamend Birîm û Mihemed Saîd Îso bi tometa ";teqandina avahiya Yekîtiya Ragihandina Azad di 4ê îlona 2013an de"; bi 10 salan girtin ceza kirin. + +Heman dadgehê ku biryar da her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û Mihemed Hesen ku ew jî endamên PDK-Sê ne û azad in, bi tometa ";teqandina avahiya Saziyên Civaka Sivîl di 22yê tebaxa 2013an de"; bi 20 sal girtin bên cezakirin. + +Herwiha dadgehê cezayê 10 heta 20 salan li ser 8 kesên din ên xelkê Efrînê birrî. + +Li hember vê yekê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ew biryarên ku derheqê hevalê wan li Efrînê de derketine şermezar kirin û got ku ";di lêkolînan de hevalên wan hatine îşkencekirin û di bin lêdanê de bi zorê îtîraf ji wan hatine standin";. + +PDK-Sê di daxuyaniya xwe de cezayên wê dedgehê wek ";tolhildaneke siyasî li hember endam û alîgirê xwe"; da zanîn û daxwaz kir ku hemû hevalên wan ên di ";zindanên PYDê de"; yekser bên azadkirin. + +Di daxuyaniya xwe de PDK-Sê bang li raya giştî ya kurdî û kurdistanî û niştimanî û hemû saziyên mafên mirovan ên navdewletî kir ku ";kar bikin ji bo ew kiryarên bên rawestandin û endamên wan û hemû xebatkarên din ên di zindanên PYDê de bên azadkirin";. + +PDK-Sê herwiha got ku ";dadgehên PYDê ne rewa ne û biryarên wê berî ku derbikevin aşkere ne û her kes nas dike û ev yek jî bi ti awayekî xizmeta yekrêziya Kurdan nake";. + +Hewlêr (Rûdw)- LI bajarokê Çiwarqurne yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve li ser pirsgirêka erdan kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li nexweşxaneya Çiwarqurne ragihand ku 2 malbat li ser pirsgirêka erdan şer kirin û gule berdane hev. + +Herwiha got ku di encama şerê bi çekan de, ji malbatekê 3 kes birîndar in û yekê din hat kuştin. + +Şahidên li ser bûyerê dibêjin ku ew kesê gule berdane û bi kuştin û birîndarkirina her 4 kesan tometbar e, polîsê trafîkê ye û her bi cilê fermî gule berdane. + +Rêveberiya polîsê Çiwarqurne ev zaniyarî ji Rûdawê re piştrast kirin û ragihand ku ew kesê gule berdane reviyaye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê ditirsin li parêzgeha Silêmaniyê di hilbijartinan de sextekarî were kirin. + +Îro li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pêkir. Dengan dê heta 6ê êvarê bidome. + +Lê li parêzgeha Silêmaniyê, PDK, Tevgera Gorran, Komel û Yekgirtû di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, li Silêmaniyê hewl tê dayîn di hilbijartinan de sextekarî bê kirin ji ber ku li hinek cihên denganê pêşiya sextekariyê hatiye girtin. + +Li gorî daxuyaniyê, partiyên han ji çavdêrên hilbijartinan dixwazin miqatî hilbijartinanê û sindoqên denganê bibin da ku hilbijartin bi awayekî pak û zelal were lidarxistin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku eger sextekarî û binpêkirinek were kirin wê çaxê nûnerê Komîsyona Hilbijartinan li Silêmaniyê berpirsê vê rewşê ye, çimkî beriya niha komîsyon hatiye hişyarkirin lê wisa xuya ye ku komîsyon erkên xwe di vî warî de bicîh nahîne. + +Di daxuyaniyê de navê YNKê derbas nabe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de herî zêde li bajarê Zaxo û herî kêm li devera Sabûnçî ya Kerkûkê bûye. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bidawî bû û jimartina dengan dest pêkiriye û heta niha jî didome. +Lê li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de li Başûrê Kurdistanê wiha bûye: + +Parêzgeha Hewlêrê +Hewlêr: 70% +Soran: 78% +Enkawe: 58% +Basirme: 89% +Herîr: 85% +Teqteq: 86% + +Parêzgeha Silêmaniyê +Silêmanî: 70% +Pêncwên: 74.2% +Çarqurne: 80% +Raniye: 70% +Biyare: 83.5% +Seyîd Sadiq: 83% +Dûkan: 86.7% +Derbendîxan: 75% + +Parêzgeha Dihokê +Dihok: 79% +Zaxo: 89% +Berdereş: 81.4% +Akrê: 79.3% +Amêdî: 80% + +Parêzgeha Kerkûkê +Kerkûk: 55% +Hewîce: 62% +Daqûq: 50% +Dobiz: 54% +Sabûnçî: 27% + +Parêzgeha Mûsilê +Deverên Kurdî: 60% +Qereqûş: 70% +Bertelle: 45% +Şingal: 60% +Tel Efer: 75% +Şêxan: 65% + +Silêmanî (Rûdaw) – Hêdî hêdî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê eşkere dibin. + +Li gorî encamên destpêkê û li gorî rêjeya dengên ku heta niha hatine jimartin, li bajarê Silêmaniyê Tevgera Gorran li pêşiya hemû partiyên din e lê li parêzgeha Silêmaniyê hevrikiyek tund di navbera YNK û Gorranê de heye. + +Li gorî encamên han, Gorran yekem, YNK duyem û PDK jî sêyem e… + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, PDK li pêşiya partiyên din e. + +Jimartina dengên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê didome. + +Lê li gorî encamên destpêkê, PDK yekem, YNK duyem, Gorran sêyem, Komel çarem û Yekgirtû jî di rêza pêncem de ye… + +Hesekê (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Asayişa PYDê de ";2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 6 leşker jî hatin girtin";. + +Li gorî malperên nêzîkî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), îro danê êvarê li bajarê Hesekê di navbera şervanên YPG’ê û leşkerên rêjîmê de pevçûn rû dan. + +Li gorî agahiyan, leşkerên rêjîmê nêzîkî saet 15.00’an hewl dan êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên YPG’ê ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û di navbera her du aliyan de pevçûn rû dan. + +Li aliyekî din leşkerên rêjîmê Sûriyê êrîşî bendeke Kontrolê ya hêzên Asayîşê ya di navbera taxên Til Hecer û El-Muftî de yên bajarê Hesekê kirin. + +Li ser vê yekê endamên Asayîşê bersiva leşkerên rêjîmê dan. Di encama pevçûnan de 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 6 din jî dîl ketin destê hêzên Asayîşê. + +Rewş li deverê hê jî aloz e. + +Amed (Rûdaw/DÎHA) - Çalakiya welatiyên Liceyê ya li dijî avakirina Qereqola Korxa berdewam dike. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku ji bo 2 leşker bi tevahî 5 kesên hatine girtin bên berdan divê daxwazên gel pêk bên û heta daxwazên gel pêk neyên gav nayên avêtin. + +Çalakiya gel a li dijî çêkirina Qereqola Korxayê ya navçeya Liceya Amedê di roja 9'emîn de berdewam dike. + +Îro Serokwekîlên koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Amirê Îdarî yê Meclîsê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî hatin Lîceyê û konê berxwedanê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê dê li herêmê lêkolînan kirin. Heyeta HDP'ê bi welatiyan re sohbet kir û lêkolîn pêk anîn. Heyetê piştî bi welatiyan re hevditin pêk anîn, li navçeyê bi rayedarên dewletê re jî hevdîtin pêk anîn. HDP'ê piştî hevdîtinan daxuyanî nedan û vegeriyan. + +Piştî heyet vegeriya Amedê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut der barê rewşa 2 leşker û 3 welatî bi tevahi 5 kesên de daxuyanî da. + +Zumrut, anî ziman ku wan bi Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Waliyê Amedê Mustafa Cahit Kıraç re hevdîtin pêk anî û hevdîtinên wan erênî derbas bûn û wiha got: "Çalakiya welatiyan a li dijî qereqola Korxa ne çalakiya yekem û ne jî ya dawî ye. Heta niha der barê avakirina qereqolan de dewlet û hikûmetê daxwazên gel nebersivandiye. Gel heta daxwazên wan pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike. Hevdîtinên me yên bi qeymewam û walîtiyê re didomin. Heta ku daxwazên gel neyên bersivandin dê gav ji bo berdana leşkeran neyên avêtin. Rewşa 5 kesan baş e " + +Li aliyê din liv û tevgera leşkeri berdewam dike. Leşker tenê ji bo şerîdek rê destûr dide ku maşîne derbas bibin. + +Di saetên êvarî de liv û tevgera helîkopteran jî zêde bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdarî di hilbijartinên îro yên Iraq û Kurdistanê de eşkere kir. Rêjeya herî zêde li Dihokê beşdar bûne. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, bidawî bûn û heta niha jimartina dengan didome. + +Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de eşkere kir, li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, rêjeya beşdariyê wiha ye: + +Dihok: 77% +Hewlêr: 74% +Silêmanî: 74% +Kerkûk: 70% +Mûsil: 45% + +Hewlêr (Rûdaw)- Proseya veqetandin û hejmartina dengên ku duh di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê hatin dayîn, ji duh saet 6ê êvarî de didome. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên veqetandina dengên di nav sindoqên 232 navendên dengdanê de li bajarê hewlêrê bi vî awayî ne: + +Partitya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 142679 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 72103 + +Tevgera Gorran: 51308 + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 33429 + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 15828 + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) Salih Mislim diyar kir ku rewşa Sûriyê bi sedema destêwerdana derve pir telîhev û aloz bûye. + +Li gor malpereke nêzîkî PKKê, Salih Mislim gotarek di ";konferansa rola rêxistinên navdewletî di çareserkirina pirsa Kurd de"; pêşkêş kir û tê de got ku ";Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên grûpên çeteyan tê";. + +Mislim herwiha got ";Tevî derfetên pir kêm, hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd jî bi qehremanî li hember van grûpan li ber xwe daye û herêmên xwe parastine";. + +Hevserokê PYDê bal kişand ku ";roleke Tirkiyê ya berçav di êrîşên çeteyan de hebû"; û derbarê vê yekê de got ";Tirkiyê hemû derfet ji bo çeteyan dabîn kirine ji bo ku êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bînin";. + +Derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk de ku di dawiya mea çile ya borî de ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, Mislim soz da ku ";ewê hemû derfetên xwe bikar bînin da ku ew rêveberî li herêmên Rojavayê Kurdistanê serkeftî be û bibe nimûne ji bo hemû gelên herêmê";. + +Konferansa rola rêxistinên navdewletî di çareserkirina pirsa Kurd de li avahiya Akademiya dîplomatîk a ser bi wezareta derve ya Rûsya li Moskoyê bi beşdariya çend kesayetiyên siyasî û pispor hatiye lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta derve ya Amerîka raporta xwe ya salane ya 2013an derbarê terorê de weşand. + +Amerîka di raporta xwe ya terorê de diyar kir ku çalakiya ku li dijî sê endamên PKKê li Parîsê Sekîna Cansiz û du hevalên wê hatibû pêkanîn çalakiyeke terorîstî bû, herwiha ew çalakiya li dijî otobîsa Rûsyayê û balyozxaneya Amerîka li paytexta Tirkiyê Enqereyê jî wek karekî terorîstî bi nav kirin. + +Di raportê de hat gotin ku ";di dîroka Tirkiyê ya nûjen de çalakiya ku li navçeya Rîhanliya Hataya nêzîkî sînora Sûriyê çêbû û 53 hemwelatî tê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiya herî mezin a terorîst bû";. + +Raportê bal kişande ser pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkiyê û rêberê PKKê Abdullah Ocalan de çêbûye û got ku ";ew rê li ber gelek çalakiyên terorîstî girt";. Raportê dîsa ";PKKê û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) wek rêxistinên terorîstî bi nav kirin";, lê li gor raporta piştî agirbesta ku li Newroza 2013an e hatiye destpêkirin, êdî çalakiyên ku bibin sedema kuştina mirovan bi dawî bûye, lê revandina leşkeran ji aliyê gerîlayên PKKê rexne kir û wek ";karekî terorîstî"; bi nav kir. + +Wezareta derve ya Amerîka di rapora xwe de destnîşan kir ku Partiya Eniya Rizgariya Gelerî ya Şoreşgerî (DHKP-C) ku wek rêxistina çepgir a Elewiyên Tirkiyê û dostê rejîma Basa Sûriyê ye, ";rêxistineke terorîste û çalakiya ku li dijî balyozxaneya Amerîka li Tirkiyê bûye jî ew pê rabûye û destê wê di komkujiya Rîhanliyê de jî heye";. Herwiha rêxistina Hizbullaha Tirkiyê jî wek ";rêxistineke terorîst"; bi nav kir. + +Raporta Terorê ya Amerîka rêxistina Qaîde ku li Sûriyê çalak bûye û rêxistinên din yên îslamiyên tundrew wek Dewleta Îslamê li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û Cebhet el-Nusra ku li Sûriyê çalak in û bandore wan li ser ewlekariya herêmê û Tirkiyê heye, wek ";rêxistinên terorîst"; anî ziman û diyar kir ku Amerîka û Tirkiyê di tekoşîna li dijî wan de hevkar in. + +Di raportê de hatiye aşkerekirin ku ";Tirkiyê êdî bûye karîdor a derbasbûna terorîstên Îslamî ji bo Sûriyê re û ew di nav xabeteke hevbeş de ne ku çareyekê ji wê pirsgirêkê re bibînin û rê li pêşiya derbasbûna wan hêzên terorîst bigirin";. + +Wezareta derve ya Amerîka di raporta xwe ya salane de dide zanîn ku ";Yekîtiya Ewropa di nîsana 2013an de naveroka gotina terorê gelekî teng kir, lê heta niha Tirkiyê bi navê terorê bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan û rojnamevan xistine girtîgehan û pêwîste ew li gor tarîfa Yekîtiya Ewropa ji terorê re tev bigere";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ciwan Îhsan ragihand ku li gor encamên destpêkê dengên YNKê li parêzgeha Helebce li pêşiya hemû partiyên din e. + +Ciwan Îhsan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistan û Parlamentoya Iraqê ";heta niha YNKê li Helebceyê li pêşiya hemûyan e";. + +Li gor Ciwan Îhsan, encamên hilbijartina encûmena parêzgehê li Helebceyê bi vî awayî ne: + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 11229 deng + +Tevgera Gorran: 10039 + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 8189 + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 6289 + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 5824 + +Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: 1064 + +Her li gor berdevkê ofîsa hilbijartinan a YNKê, encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê li Helebceyê wiha ne: + +YNK: 10945 + +Gorran: 9083 + +Yekgirtû: 8980 + +PDK: 6280 + +Komel: 6028 + +Tevgera Îslamî: 739 + +Ciwan Îhsan ragihand ku ev encam nefermî ne û ew li benda encamên fermî yên komîsyonê ne. + +Duhok (Rûdaw)- Li parêzgeha Duhokê û li gor encamên hilbijatina encûmena parêzgeha Duhokê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pileya yekem de û bi piraniyeke mezin serkeftiye. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li parêzgeha Duhokê encamên destpêkê yên hilbijartinê bi vî awayî ne: + +PDK: 297 hezar û 645 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 53 hezar û 736 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 34 hezar û 792 deng + +Tevgera Gorran: 7 hezar û 343 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 932 deng + +Heta niha komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan encamên destpêkê bi awayekî fermî ranegihandine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, namzedên ji lîsteyên cuda li parêzgehên Başûrê Kurdistanê dengên herî zêde bi dest xisitine. + +Dezgeha hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";li parêzgeha Duhokê serokê lîsteya PDKê li Duhokê Xesrew Goran hejmara herî mezin a dengan di hilbijartina parlamentoyê de bi dest xistiye";. + +Namzedê hejmar 1 yê lîsteya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê Musena Emîn ji Rûdawê re got ";Di nava lîsteya me de, min hejmara herî zêde ya dengan di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de bi dest xistiye";. + +Berdevka navenda hilbijartinan a Komela Îslamî ya Kurdistanê Hawjîn Omer ji Rûdawê re ragihand ";Mamosta Selîm Şuşkeyî namzedê hejmar 2 di lîsteya Komela Îslamî li parêzgeha Hewlêrê de, hejmara herî mezin a dengan di nav lîsteya me de bi dext xistiye. Herwiha serokê lîsteya me li parêzgeha Silêmaniyê Ehmed Hacî Reşîd hejmara herî mezin a dengên lîsteya me bi dest xistiye";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wergirtine, serokê lîsteya YNKê li parêzgeha Hewlêrê Arêz Ebullah di hilbijatinên parlamentoyê de dengên herî zêde yên lîsteya xwe bi dext xistine û bi cudahiyeke mezin li pêşiya namzedên din e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta niha 45% ji dengên ku di sindoqên hilbijartina encûmena parêzgeha Silêmaniyê de ne hatine veqetandin û encam bi vî awayî ne: + +Tevgera Gorran: 162 hezar û 10 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 134 hezar û 476 deng + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 42 hezar û 555 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 27 hezar û 467 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 25 hezar û 834 deng + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê roja 9ê gulanê bicive da ku pêwendiyên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û pêşinyara wê derbarê lidarxistina kongreyeke niştimanî li Rojavayê Kurdistanê, gotûbêj bike. + +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku partiyên ENKSê duh çarşemê li hev civiyan û biryar dane ku roja 9ê gulanê civîna ENKSê bê lidarxistin. + +Meşayix diyar kir ku ew bi hêvî ne heta wê demê Endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriye (PDK-S) bê astengî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û tevlî civîna ENKSê bibin. + +Derbarê bandora kolandina xendeqê li ser pêwendiyên her du encûmenan de, Meşayix red kir ku ji ti malperan re gotibe ";êrîşên hêzên radîkal li dijî Rojavayê Kurdistanê û siyaset kolandina xendeqan heman siyaset bin";. + +Meşayix tekez kir ku sedemên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kolandina xendeqê hene û helwesta EGRKê li hember vê yekê heye, lê got ku ";nabe ev yek bibe rêgir li ber danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Kurd de ku divê diyalog take rê be ji bo çareserkirina nakokiyan";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Fermandarê Ketîbeyên Baes yên alîgirên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo bi giranî birîndar bûye û niha li nexweşxaneya el-Selam li bajêr di bin çavdêriya bijîşkan de ye. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh fermandarê Ketîbeyên Baes li Qamişlo Fadil Horanî li nav bajêr rastî êrîşekê hat û di encam de bi giranî birîndar bû. Horanî niha li nexweşxaneya el-Selam a Qamişlo tê dermankirin û di bin çavdêriya tund a bijîşkan de ye. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, çekdarên Ketîbeyên Baes û çekdarên ";hêzên bergiriya niştimanî"; ku wek ";şebîhe"; tên naskirin, di alarimê de ne û li nav bajarê Qamişlo bi awayekî berçav belav bûne. + +Derbarê aliyê ku gule berdane Fadil Horanî yê ku di heman demê de serkirdeyekî Partiya Baes e li Qamişlo ye agahiyên cuda hene. Çavkaniyên ji bajêr dibêjin ku ";Horanî li navçeya pîşesazî ya Qamişlo ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatiye birîndar kirin";, lê hinek çavkaniyên din dibêjin ku ";ew ji aliyê grûpeke çekdarî ya nenas ve hatiye birîndarkirin";. Heta niha hêzên asayişê li Qamişlo ti daxuyanî derbarê vê bûyerê de dernexistiye. + +Ev bûyer piştî wê yekê hat ku duh şer di navbera çekdarên alîghirên rejîmê û şervanên YPGê de li bajarê Hesekê derket. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, şer duh saet 3yê piştî nîvro li taxa Oxarêt li nêzîk Meheta Tirênê li Hesekê, di navbera çekdarên hêzên bergiriya niştîmanî yên alîgirên rejîmê û YPGê de derket. Malperên nêzîkî PYDê belav kirine ku di wî şerî de 2 çekdarên alîgirên rejîmê hatine kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûne. + +Peyamnêrê Rûdawê li Hesekê ragihand ku piştî şerê li Meheta Tirênê, hêzên rejîmê êrîş birin ser xaleke kontrolê ya hêzên asayişê li taxa Til Hecer li nêzîk Geraxa Polmanan û di encam de hemwelatiyekî kurd ê sivîl jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî hemwelatî jî îro li navçeya Dawdiye li Heskeê bi xakê hat spartin. + +Heta vê gavê, ne asayişê û ne jî YPGê ti daxuyaniyên fermî derbarê şerê li Hesekê û herwiha bûyera birîndarkirina fermandarê Ketîbeyên Baes li Qamişlo de dernexistine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Odeya hilbijartinana a Tevgera Gorranê ragihand ku li gor encamên veqetandina 80% ji dengên ku li parêzgeha Silêmaniyê di hilbijartinên encûmena parêzgeha Silêmaniyê de hatine dayîn, Gorran 13 kursî bi dest xistin û li pêşiya hemû lîsteyên din e. + +Odeya hilbijartinan a Gorranê di daxuyaniyekê de got ku ";li navenda bajarê Silêmaniyê Gorran 135 hezar û 785 deng bi dest xistine";. + +Her li gor encamên ku wê odeyê belav kirine, di hilbijartina encûmena parêzgeha Silêmaniyê de Gorran 277 hezar û 368 deng bi dest xistine û bi cudahiya 70 hezar û 521 dengan li pêşiya hemû lîsteyên din e. + +Encûmena parêzgeha Silêmaniyê ji 31 endaman pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand ku wan li parêzgeha Kerkûkê zêdetirî 60 hezar deng di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de bi dext xistine. + +Serokê Lîsteya PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";lîsteya PDKê zêdetirî 60 hezar deng li Kerkûkê bi dest xistine";. + +Kemal diyar kir ku li hinek navçeyan wek bajarokê Hewîce û navçeyên Zab û Riyaz hîn dengên PDKê nediyarin lê got ku ";ew pêşbînî dikin hejmara dengên PDKê li Kerkûkê bigihe 63 hezar deng";. + +Ji aliyê xwe ve berdevkê ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ciwan Îhsan ji Rûdawê re ragihand ku li gor encamên destpêkê, lîsteya 266 a YNKê zêdetirî 200 hezar deng li parêzgeha Kerkûkê bi dest xistine. + +Ciwan Îhsan bal kişand ku li gor encamên destpêkê, dibe ku PDKê kursiyekê parlamentoyê li Kerkûkê misoger bike, lê lîsteyên din ên kurdî ti kursiyan bi dest naxin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Frokeyên hikûmeta Sûriyê îro, pêncşemê, bajarokê Izazê, li ser sînorê Tirkiyê bombebaran kirin. + +Serokê Encûmena Niştimanî ya kurd li Efrînê Reşîd Şaban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku dema froke ji bombebarankirina Izazê vegeriyane, gundê Bazarê jî, ku nişteciyên wî ereb in bombebaran kirine. + +Şaban da zanîn ku li gund Bazarê, ku nêzîkî gundê Basofanê yê kurd li herêma Efrînê ye, baregehekî çekdarên îslamî yên opozisyona Sûriyê heye. + +Şaban tekez kir ku her du gundên kurd Basûfan û Kîmarê ku nêzîkî cihê bûyerê ne, rastî bombebarankirinê nehatine. + +Berpirsê Encûmena Niştimanî diyar kir ku li gor şahidhalên bûyerê, di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene lê hejmara wan nehatiye piştrastkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku ";Encamên hilbijartinan her çi be, girîng ewe ku carek din gelê me xwesteka xwe bo cî bi cîkirina demokrasiyê ragihand."; + +Bi helkefta bidawîhatina proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beyamek belav kir ku tê de pîrozbahî li ";Xelkên serbilind yên Kurdistanê, aliyên siyasî û hemû hemwelatiyên Iraqê"; kir. + +Herwiha Mesûd Barzanî ev helkefta han li ";Malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyan"; pîroz kir. + +Barzanî di peyama xwe de got: ";Di siya canfîdayiya şehîdên me û qurbanîdan û berxwedana gelê me, me karî bigihin wê roja ku gelê me bi azadî demokrasiyê cî bi cîbike."; + +Barzanî spasiyeke taybet arastey ";Hêzên ewlekariyê, polîs û aliyên peywendîdar ên ku bi erkê parastina hemwelatiyan û prosey hilbijartinan rabûn"; kir. + +Herwiha Barzanî da znaîn ku rêjeya beşdariya hemwelatiyan di proseya dengdanê de ";Cihê kêfxweşiyê ye û omîd û hêza bêtir dide hemû aliyek da bi hemû karînekê xizmeta gelê xwe bikin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê balkişand jî ku eger encamên hilbijartinan çi bin ";Girîng ewe ku gelê mw carek din xwesteka xwe cî bi cîkirina demokrasiyê ragihand."; + +Barzanî daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên beşdarî proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bûne kir ku ";Bi cane niştimanperwerî û berpirsane mamele ligel encamam bikin ku ji aliyên komisyon hilbijartina bi fermî tên ragihandin û pêgirên biryara gel bin."; + +Di dawiyê de Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ev hilbijartin û encamên wê bibin sedmek da ku ";Di qonaxa bê de hemû aliyên siyasî bi cane biratî û tebabiyê bi hev re kar bikin û berjewendiya neteweyî û niştimanî bixin ser hemû berjewendiyekê de."; + + +Kerkûk (Rûdaw)- Encamên destpêkê yên veqetandin û hejmartinan dengan li parêzgeha Kerkûkê, amaje bi serkeftina lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin û pêşbînî tê kirin ku Kurd li Kerkûkê 7 Kursiyên Parlamentoya Iraqê bibin. + +Li go zaniyariyên ku bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, YNK li Kerkûkê 193 hezar û 400 deng bidest xistiye û bi rêjeyeke berçav li pêş aliyên Kurd û Ereb e. + +Partiya Demokarat Kurdistanê (PDK) heta niha 63 hezar û 347 deng li Kerkûkê bidest xistine û Tevera Gorranê 23 hezar û 712 deng bidest xistine. + +Her du partiyê Îslamî jî li Kerkûkê bi vî awayî deng bidest xistine: Yekgirtû 7 hezar û Komel 4 hezar deng. + +Hevpeymaniya Turkmanî jî li Kerkûkê 20 hezar deng û Eniya Turkmanî ya Kerkûkê 50 hezar deng û hevpeymaniya Erebî 30 deng bidest xistine. + +Berpirsê ofîsa hilbijartinan a YNK li Kerkûkê, Elî Şiwanî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê pêşbînî kir ku dengên YNK li Kerkûkê bigihe 210 hezar deng, bi vê yekê jî de YNK 7 kursiyan di parlamentoya Iraqê de bidest bixe. + + +Dihok (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Dihokê 10 hezar deng zêde bidest xistine. + +Dihat çavlirêkirin ku YNK hejmareke kêm ji dengan bidest bixe, piştî ku hejmarek ji endamên wê li devera Badînan jê cudabûbûn. + +Di hilbijartinên Parlamentoyta Kurdistanê de, ku di 21ê Êlûna sala 2013an de birêve çûbûn, YNK 26 hezar deng bidest xistibû lê li gor encamên destpêkê di van hilbijartinan de YNK nêzîk 37 hezar deng bidest xistiye. + +Cîgirê berpirsê melbenda 4 ya YNKê li Dihokê, Elî Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gor encamên destpêkê YNK bo Parlamentoya Iraqê 35 hezar û 71 deng bidest xistine, herwiha bo encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê 36 hezar û 848 deng bidest xistine. + +Elî Mustefa piştasrt jî kir ku YNK li devera Badînan 1 kursî di Parlamentoya Iraqê de box we misoger kiriye û dibe ku kursiyekî din jî bidest bixe, herwiha bo encûmena parêzgeha Dihokê jî 2 kursî bidest xistine û got jî: ";Eger encamên dengdana taybet jî bê aşkere kirin dibe ku 3 kursiyên din jî bidest bixin."; + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li dijî otombîlên leşkerî li ser rêya gundê Tûlikê yê ser bi navenda Dêrsîmê ve, êrîşeke mayînî pêk hat. Li aliyê din li navenda Dêrsîmê jî di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. + +Piştî ku aliyê Kurd li hemberî çêkirina baregehen leşkerî nerazîtiya xwe derbirî û got ku ";ev yek dê bandorê li pêvajoya aştiyê bike";, li Bakurê Kurdistanê yek ji cihê ku lê alozî û bûyer kêm nabin, Dêrsîm e. + +Duh danê berêvarê li ser rêya gundê Tûlikê di dema derbasbûna otombîlên leşkerî de mayîna çandî hat teqandin. + +Heta niha Parêzgariya Dêrsîmê derheqê encama teqînê de ti daxuyanî belav nekiriye bê mirî û birîndar hene yan na. + +Çend roj berê li dijî baregeha leşkerî ya li gundê Tûlikê li ser Kosûr (Çiyayê Sor), her li cihê ku baregeha leşkerî lê tê çêkirin, çalakiya nerazîtiyê hat lidarixistin. + +Di encama pevçûnên di navbera çalakvan û cendirmeyan de yek jê giran 3 çalakvan birîndar bibûn. + +Li aliyê din danê êvarê jî li navenda Dêrsîmê kesên serê wan pêçandî bi hinceta ku di 1ê Gulanê de polîsan li bajarên din serî li tundûtûjiyê dane û herwiha bi hinceta ku baregehên leşkerî yên nû li Bakur tên çêkirin, bi kevir û molotofan ajotin ser qereqola ";Şehît Nahît Bûlût";. + +Polîsan jî bi otombîlên zirxpoş ên bi navê ";TOMA"; bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyî çalakvanan kirin. + +Di bûyer û aloziyên ku li ser Kolana Cûmhûriyetê destpêkir û li ser kûçeyên derdorê berdewam kirin de hêzên polîs ên taybet daketin meydanê û ji bo binçavkirinê li pey çalakvanan ketin. Lê heta niha nehat zanîn gelo ti kes hatiye binçavkirin yan na. + + + + + + +Kobanî (Rûdaw)- Kevintirîn tenbûrvanê herêma Kobanî Mihemedê Hadî roja 29 nîsanê ji ber nexweşiya dil bi temenekî nêzîkî 70 salan koça dawî kir. + +Cenazeyê hunermend Mihemedê Hadî li gundê wî Yaremez li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bi xakê hat spartin. + +Tenbûrvanê kurd Mihemedê Hadî yekemîn kes bû ku li herêma Kobanî berî zêdetirî 50 salan dest bi tenbûrvaniyê kiribû û ew li herêmê navdar bû. + +Wî ji gelek dengbêjên gelêrî re li tenbûrê xistibû wek Baqî Xido, Mamedê Kaşo, Bozan Ehmed û bi tenbûrvaniya xwe gelek berhemên filiklorî ligel wan dengbêjan tomar kiribûn. + +Ji ber astengiyên aborî û nîrên jiyanê yên dijwar, Mihemedê Hadî gelek caran dûrî huner û tenbûrê ketibû, lê di van salên dawiyê de dîsa ew li tenbûra xwe vegeriyabû. + +Berî wefata wî bi demekê, Mihemedê Hadî ji kamîreya Rûdaw re axifî bû û behsa vegera xwe ya li tenbûrê û li ser hişyariya keç û xortên Kurdan axifîbû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê tekîd kirin ku ti têkiliya wan bi kantonên ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihandin, tine ye. + +Her du partiyên Rojavayê Kurdistanê duh li bajarê Qamişlo bi amadebûna sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro û cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Mistefa Meşayix civiyan û piştî civînê daxuyaniyek derxistin. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de rola nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de hat nirxandin. + +Herwiha kar û çalakiyên ENKSê li Rojavayê Kudistanê jî hatin behskirin û li gor daxuyaniyê, her du partiyan tekîd kirin ku divê ENKSê bê parastin û rola wê bê xurtkirin. + +Derbarê têkiliyên di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ku PYDê yek ji pêkhateyên wê yên sereke ye, her du partiyan got ku ";ji ber biryarên tekane yên EGRKê yên wek avakirina kantonan, ew têkilî rawestiyane";. + +Partiya Yekîtî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ti têkiliya wan bi kantonan û biryarên wê ve tine ye û tekîd kirin ku divê EGRKê li rêkeftinên xwe yên berê yên ku ligel ENKSê îmze kirine, vegere. + +Amed (Rûdaw)- Her du leşkerên Artêşa Tirkiyê ku li navçeya Lice ya Amedê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hemwelatiyan ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, hemwelatiyên Lice ku li dijî avakirina qereqola Korxa 2 leşker û 3 sivîl girtibû, şev borî piştî hevdîtinan 2 leşker teslîmî nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. + +Li navçeya Liceya Amedê ciwanan di 26ê nîsanê de 2 leşker binçav kiribûn û roja piştî wê jî 3 hemwelatiyên sivîl girtin. + +Piştî hevdîtinên HDPê bi hemwelatî û leşkeran re, ciwanan ew 2 leşker serbest berdan û teslîmî şanda HDPê ku ji serokwekîlên koma HDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut pêk dihat, kirin. + +Şanda HDPê jî pişt re ew 2 leşker radestê qeymeqamê Lice kirin. + +Derbarê 3 hemwelatiyên sivîl de jî ti zaniyarî nehatin dayîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kombenda Rojnamevanên Sûriyê ya opozîsyonê ragihand ku di meha nîsanê ya borî de 4 rojnamevan û çalakvanên rojnamevaniyê li Sûriyê hatine kuştin. + +Komîteya azadiyên rojnmevaniyê ya wê kombendê raporta xwe ya mehane ya derbarê binpêkirin ku li Sûriyê li dijî rojnamevanan tên kirin de belav kir. + +Di daxuyaniya komîteyê de hatiye diyarkirin ku di meha nîsanê de ";çend rojnamevan ji aliyê hêzên rejîmê, grûpên çekdarî û hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve rastî kuştin, revandin, girtin, îşkencekirin û nefîkirinê hatine. + +Komîteya azadiyên rojnamevaniyê aşkere kir ku di nîsanê de, 4 rojnamevan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatine kuştin, ji wan rojnamevan û derhênerê televizyona Filestîn el-Yewim Bîlal Ehmed e ku di îlona 2011an de li Şamê hatibû girtin û di zindana Sêdinaya li Şamê di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. + +Derbarê yekê der, komîteyê got ku dadgeha leşkerî ya Şamê cezayê 15 sal girtin derheqê rojnamevan Bîlal Ehmed derxistibû û ew di kanûna 2013an de hatiye kuştin, lê hêzên rejîmê roja 28ê nîsanê nûçeya mirina wî gihandine malbata wî. + +Li gor amarên komîteyê, ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de û heta niha 240 rojnamevan û çalakvanên rojnamevaniyê li Sûriyê hatine kuştin. + +Kombenda Rojanmevanên Sûriyê bal kişande ser binpêkirinên ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî rojnamevan tên kir û behsa bûyera revandin û derkirina peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê televizyona Orinet Rodî Îbrahîm kir ku di 19ê nîsanê de li bajarê Qamişlo ji aliyê grûpeke çekdarî ve ku xwe wek ";malbatên şehîdên YPGê"; dane naskirin, hatin revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew bi zorê ji Rojava derkirin û derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. + +Derbarê bûyerê de, komîteya azadiyên rojnamevaniyê ya Kombenda Rojanmevanên Sûriyê got ku ";Pêşewa û Rodî ji aliyê grûpeke çekdarî ku navê xwe kirine, saziya malbatên şehîdên YPGê yên ser PYDê ve, hatine revandin û pişt re ew bi tometa xiyanetê ji bo Herêma Kurdistanê nefî kirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji ofîsên hilbijartinan ên aliyên siyasî bidest ketine, heta niha ji sedî 90 ji dengên hilbijartinên encûmena parêzgeha Silêmaiyê hatine hejmartin, ji bilî dngdana taybet. +Li gor wan zaniyariyan rêzbenda aliyên siyasî bi vî awayî ye: + +Tevgera Gorranê: 340 hezar deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 251 hezar deng + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 82 hezar deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 62 hezar deng + +Komela Îslamî ya Kurdisatnê: 53 hezar deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Peyamnêrên Sînorneas raportek li ser rewşa rojnamevan û rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye û tê de bi giranî li ser binpêkirinên ku li dijî peyamnêrên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojava hatine kirin, sekiniye. + +Rêxisitna di raporteke taybet de ku roja 1ê gulanê belav bûye, dilgiraniya xwe li ser azadiya rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê aniye ziman û got ku ";ew li hember azadiya rojnamegeriyê li navçeyên ku di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne, gelekî dilgirane"; û ji wê partiyê xwest ku rêz li azadiyên sereke û di nav de azadiya rojnamevaniyê bigire. + +Peyamnêrên Sînornas navê saziya bi navê ";Yekîtiya Ragihandina Azad"; aniye û nivîsandiye ku ";ev sazî hewl dide wek wezareta ragihandinê li herêmê nîşan bide, ew xwe wek tekane aliyê berpirsyarê serpereştîkirina saziyên ragihandinê dide naskirin û her sazî û rojnmaevanekî ku bixwaze kar bike divê destûra wê bistîne, tevî vê yekê jî, rojnamevan mecbûrin liv û tevgerên xwe ji asayişê re bêjin";. + +Di raportê de hatiye diyarkirin ku ";piraniya binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî rojnamevanan li ser destê hêzên asayişê û YPGê tên kirin";. Ew herwiha dibêje ";PYDê û kesên girêdayî wê, her rojnamevanekî ku rexneyan li wan dike, digire û di hinek haletan de jî wan direvîne ji bo ku wan bitirsîne û bêdeng bike";. Wek nimûne jî behsa girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê Mihemed Mehmûd Beşar dike ku di 23yê nîsanê de ji aliyê asayişê ve hat girtin û piştî 5 rojan hat berdan. + +Peyamnêrên Sînorneas bal dikişîne ser derkirin û nefîkirina rojnamevanan û dibêje ";Li Rojavayê Kurdistanê êdî derkirin bi aşkere tê kirin, ne tenê ji bo rojnamevanan, lê belê çalakvanên civaka sivîl jî ji Rojava tên derkirin";. + +Li ser vê yekê jî, girtin û derkirina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê Orinet Rûdî Îbrahîm li bajarê Qamişlo wek nimûne tîne, ku di 19ê nîsanê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve ku xwe wek ";malbatên şehîdên YPGê"; dane naskirin, hatin girtin û pişt re heman grûpê ji Rojava derkirin. + +Raportê li ser zarê yekî ji wan veguhestiye ku ";çekdarên ew girtine cilên wek yên hêzên asayişê li xwe kiribûn"; û derbarê bûyerê de dibêje ";Pêşewa û Rodî piştî ku li ser destê hêzên PYDê ji welatên xwe hatin derkirin, niha ew li Hewlêrê dijîn";. + +Rêxistina Peyamnêrên Sînorneas behsa gefên ku li peyamnêrê Rûdawê li Efrînê Comerd Hemdoş hatine xwarin jî dike û tê de hatiye gotin ku ";roja 24ê nîsanê, hêzên YPGê gefa girtin û derkirinê li Comerd kirine û avêtine ser mala wî û bi kelûpelên di nav mala wî de jî lîstine û ji wê demê de wî xwe veşartiye û mala wî di bin çavdêriyê de ye";. Herwiha nivîsandiye ku ";di 29ê çile de, hêzên asayişê nehiştin ku Comerd karê xwe yê rojnamevaniyê li Efrînê bike."; + +Rojnamevan Comerd di raportê de dibêje ku ";zaniyarî jê re hatine ku biryar hatiye dayîn ku ewê bê girtin û derkirin bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku YPGê gotiye her kesê ku li Rûdawê kar bike divê li Herêma Kurdistanê bimîne û neyê Rojava";. + +Di raporta Peyamnêrên Sînornenas de behsa çend binpêkirinên din ên li dijî rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, wek girtin û îşkencekirina peyamnêrê televizyona Zagrosê Raman Hiso di 19ê adarê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve li Amûdê. Ew rêxistin bi heman awayî dibêje ku gelek rojnamevan ";ji ber gef û guvaşên PYDê reviyane"; û nimûne û şehadeta 2 rojnamevanên Kurd derbarê vê yekê de belav kiriye. + + +Dihok (Rûdaw)- Li parêzgeha Dihokê li ser asta namzedên Parlamentoya Iraqê namzedê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Cemal Koçer û li ser asata namzedên encûmena parêzgeha Dihokê namzedê PDKê Ferhad Etroşî dengên herî zêde bi dest xistine. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Dihokê ragihand ku li parêzgeha Dihokê namzedê hejmar 2 yê PDKê hejmara herî mezin a dengan ku 35 hezar û 788 denge bi dest xistiye. + +Herwiha got ku Cemal Koçer li ser asta namzedên Parlamentoya Iraqê dengên herî zêde ku ew jî zêdetirî 40 hezar dengane li wê parêzgehê bi dest xistiye. + +Li parêzgeha Dihokê PDKê bi cudahiyeke mezin di pileya yekem de ye û Yekgirtûya Îslamî jî di pileya duyem de ye. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku berî hilbijartinan gelek kadir û endamên wê tevlî PDKê bûn, dihat çaverêkirin ku dengên wê li parêzgeha Dihokê kêm bibin, lê 11 hezar dengên wê zêde bûne. + +Li gor encamên destpêkê, YNKê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de 35 hezar û 71 deng û yên encûmena parêzgeha Dihokê jî 36 hezar û 848 deng bi dest xistine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku xwe wek partiyeke Rojhilatê Kurdistanê dide naskirin, çaremîn kongreya xwe li dar xist û sîstema hevserokatiyê ji xwe re hilbijart. + +Li gorî agahiyên, PJAKê di rojên destpêk yên meha Nîsana îsal de li bintara çiyayê Qendîl li Başûrê Kurdistanê çaremîn kongreya xwe li dar xist. + +Di kongreyê de serokê wê Ebdurehman Hacî Ehmedî, piştî 10 salan hat guhertin û li şûna wî dê 2 kes bên hilbijartin û di çarçoveya sîstema hevserokatiyê de PJAKê birêve bibin. + +Hat zanîn, ji bo hevserokatiya PAJKê 5 kesan xwe namzed kiriye: Evîn Zîlan, Evîndar Ormiye, Rêzan Cavîd, Rêbwar Abdanan û Emîr Kerîmî ku wek ";Mezdek Mihabadî"; tê naskirin. + +Tê gotin, roja 5ê Gulana îsal PAJK dê di civîneke rojnamevaniyê de hevserokên xwe eşkere bike. + +PJAK wek liqê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn. + +Dihok (Rûdaw) – Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, PDK ji hemû partiyên din zêdetir deng aniye. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên hilbijartinên encumena parêzgeha Dihokê bi vî awayî ye: + +PDK: 321 hezar û 920 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 84 hezar û 498 deng + +YNK: 36 hezar û 403 deng + +Gorran: 22 hezar û 344 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 4 hezar û 132 deng + +Aliyên din: 31 deng + +Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên vê carê yên Herêma Kurdistanê de, rêjeya beşdariyê 9.31% ji hilbijartinên par ên parlamentoyê zêde bûye, ji ber ku rêjeya beşdariyê vê carê 82.3% bû. + +Roja 30ê Nîsana îsal hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Kurdistanê jî hat kirin. + +Li gorî agahiyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, di hilbijartinên vê carê de rêjeya beşdariyê 82.3% bû û ev jî li gorî par 9.31% zêde bûye, çimkî di hilbijartinên par ên Kurdistanê de 73%ê dengderan beşdar bibûn. + +Li Herêma Kurdistanê bi giştî 2 milyon û 757 hezar û 314 dengder hebûn ku 2 milyon û 286 hezar û 647 kesan deng dan. + +Li gorî agahî û hesabên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber ku li her parêzgehekî rêjeya denganê û hejmara endamên encumenên wê parêzgehê bi yên din re cuda ne, lewma nirxa her kursiyeke encumenê jî tê guhertin. + +Li parêzgeha Hewlêrê, ji 973 hezar û 477 dengderan 837 hezar û 743 kesan deng dane ku ev jî dibe 86% ji dengderên Hewlêrê. + +Li Hewlêrê eger namzdekê/î 55 hezar û 850 deng anîbe dikare bibe endamê/a parlamentoya Iraqê, her wiha her namzedê/a ku 27 hezar û 924 deng anîbe dikare bibe endama/ê encumena parêzgehê. + +Li parêzgeha Silêmaniyê, ji 1 milyon û 170 hezar û 938 dengderan 929 hezar û 734 kesan deng dane ku ev jî dibe 79.4%ê giştî. + +Li parêzgeha Silêmaniyê nirxa her kursiyeke parlamentoya Iraqê 51 hezar û 652 deng û nirxa her kursiyeke encumena parêzgehê 29 hezar û 54 deng e. + +Li parêzgeha Dihokê jî, ji 613 hezar û 899 dengderan 501 hezar û 170 kesan deng dane ku ev jî dibe 81.7%ê giştî. + +Li Dihokê her kursiyeke parlamentoya Iraqê bi 45 hezar û 560 dengan tê kirrîn û her kursiyeke encumena parêzgehê jî bi 17 hezar û 898 dengan tê standin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hewlêrê, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi giştî 15 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidest xistine. + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Iraq û Kurdistanê, dibe ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê nekaribe ti kesî bişîne Parlamentoya Iraqê. + +Ji ber ku gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê û encamên nefermî yên hilbijartinên Iraq û Kurdistanê: + +PDKê li Hewlêrê 8 kursî bidest aniye, +YNKê 3 kursî, +Komela Îslamî ya Kurdistanê 2 kursî, +Gorranê jî 2 kursî bidest aniye lê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê nekariye bi qasî kursiyekê deng bidest bixe lewma tê pêşbînîkirin ku Yekgirtû nekare ti kesî bişîne Bexdayê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku saziyeke girêdayî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye, bi tundî bersiva rexneyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da. + +Piştî ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê gotibû, em tiştekî bi navê kantonan li Rojavayê Kurdistanê nas nakin û ti têkiliyekî me jî bi wan re tine ji ber ku ew bi alîkariya rêjîma Sûriyê partiyên din ên kurd li Rojava dixin bin fişarê û nahêlin ew xebatên xwe bikin, rastî bersiva tund a TEV-DEMê hat. + +Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên derheqê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. + +Li gorî daxuyaniyê ku di malpera ANFê û malperên nêzîkî PDKê de hatine weşandin, hat îdiakirin ku ";ev demeke rêveberên PDK’ê li dijî şoreşa Rojava hemleyek sîstematîk a reşkirinê didin meşandin û ev hemle bi êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kobanê û Cizîrê, her wiha têkçûna çeteyan re, dijwar bûne";. + +Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxuyaniyên Cîgirên Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ";ne di cîh dene û bêbextiyek e û êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava rewa dike";. + +Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxuyaniyên Barzanî ne nêrîna hêzên siyasî yên Başûr e û ne li gorî daxwazên gelê kurd ê Başûrê Kurdistanê ye. + +Amed (Rûdaw) - Li gorî rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê serkeftina PDK'ê di hilbijartinên herêmî de bandoreke erênî li ser têkiliyên AK Partî û PDK'ê bike. Her wiha serkeftina PDK'ê dê bandora xwe ya erênî li ser têkiliyên PDK û PKK'ê jî bike. + +Encamên hilbijartinên herêmî yên Başûrê Kurdistanê bandora xwe ne tenê li Başûr dê bandor li ser Bakur û dewletên li derdorê jî bike. Li gorî rewşenbîrên Bakur serkeftina PDK'ê dê têkiliyên di navbera AK Partî û PDK'ê de jî xurtir bike. + +Sebahattîn Korkmaz - Rewşenbîr - Hiqûqnas: Têkiliyê Başûr û Tirkiyeyê daha bêhtir li ser PDK'ê re bir ê de diçe. Ev hêza PDK'ê, serkeftina wê jî divê bandoreke erênî li ser têkiliyên Başûr û Tirkiyeyê bike. + +Helbet serkeftina PDK'ê dê têkiliyên di navbera PKK û PDK'ê de jî ji nû ve dîzayn bike. PDK jî PKK jî taktîk û nêzikahiyên xwe yên nû dê li gorî encamên hilbijartinê diyar bikin + +Umît Tektaş - Aktivîstê siyasî - Nivîskar: Rola PKK'ê mixabin bi quweta wê re munasip nîn e. Ji ber vê yekê xurtbûna PDK'ê dê perçeyekî di çavê PKK'ê de nêrîna PDK'ê biguherîne. PKK'ê bi aşkera di vê hilbijartinê de piştevaniya YNK'ê kir. Belkî ev siyaseta PKK'ê kul i ser taktîkan dimeşe dibe ku bi awayeke stratejîk nû bibe. Hêviya min jî ewe. + +Ji ber ku erdnîgariya kurdan di navbera 4 dewletan de dabeş bûye, her pêşveçûnek li perçeyekî Kurdistanê bi erênî yan jî neyînî bandorê li perçeyên din jî dike. +Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Kurdên Demokrat (PKD) a Bakûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji kolandina xendeqan li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, dewleta Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze. +Desteya Rêveberiyê ya Platforma Kurdên Demokrat a Bakûrê Kurdistanê, li ser kolandina xendeqan li ser sînorê Rojava û Başûr û aloziyên ku ji ber vê yekê di navbera hinek partî û hêzên kurdî de derketiye, daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê wiha ye: +";Dewleta Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze +Di van rojên dawîn de bi bahaneya xendeqên ku ji bo parastina welêt hatine kolan, kampanyayek, êrîşekedijwar li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê, li hemberî Partî Demokrat a Kurdistanê û bi taybetî li hemberî Seroké Herema Kurdistan Rêzdar Mesûd Berzanî hatiye destpêkirin. Di demên beriya nuha de jî kampanyayên werengî ji aliyê raya giştî ve dihête zanîn. Spekulasyonên bi Deriyê Sêmalka ve dihêt kirin, di gel ku Derî vekirîye, bi rojan, heta bi mehan nûçeyên ku ev Derî li Kurdan hatiye girtin, yên bêbingeh hatin afirandin û çalakî li ser van nûçeyên bêbingeh hatin lidarxistin. Di demên îddîayên ku ev Derî hatiye girtin de zêdeyî (250.000) dusedûpêncî hezar însan ji Rojavayî Kurdistanê derbasî Başûr bûne. +(Em werîn) Pirsa Xendeqan. divê em bala xwe bidin nakokî û nexweşiyên di navbera Dewleta Federe ya Kurdistanê û desthilatdariya Navendî ya li Bexdayê de. Carinan ragirtin zêde dibe; ji ber helwesta êrîşkar ya Desthilatdariya Navendî, têkilî digihên asta şer û bihevçûnê. Hêzên Dîjle yên taybet ku bi Malikî ve girêdayî ne, hem li dorûbera Kerkûkê û hem jî li devera sînorê Sûriyeyê, ji bo operasyonên li hemberî Kurdan pêkbînin, hatine bicîhkirin. Lê belê di encama helwesta bi rik ya Dewleta Federe ya Kurdistan, dihêt zanîn ku mecbûrê vekişandinê bûn. +Li ser van rûdanan, Desthilatdariya Kurdistanê, li deverên nazik-stratejîk (li çanûrexên Kerkûkê, li deverên sînorê Iraq û Sûriyeyê bihevdikevin) dest bi kolana xendeqan kir. Herdu dever jî ji bo parastin û bergiriya Kurdistanê xwediyê taybetmendiyên stratejîk in. DAIŞ (an IŞID) û rêxistinên wekî wê, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê çalakiyan dikin. Bi taybetî deverên Erebên Sunnî yên li Iraqê, ji xwe re kirine û dikin baregahên perwerdeya leşkerî. Demeke berê li Hewlêrê û di nêzîk de li Xaneqînê êrîşên ku hatin ser xwepêşandanên YNKyê ku bû sedema kuştina bi dehan Kurdan, berhemên van perwerdayiyan e. +PKK/PYD pirsê ji qalikê xwe derdixe û bi manîpulasyonên ku xendeq di navbera Kurdan de dihêt kolan, ji xwe bi niyeta pak nayê şîrovekirin. Duhî ev Derî li Kurdan nehatibû girtin îro jî ev xendeq ne di navbera Kurdan de dihêt kolan. Bi tenê ji bo parastina hevwelatiyan û rê li ber terorê girtinê ye. Xendeqên rastî û grantir di mejiyan de dihêt hûnandin. Hin alî dixwazin dîsa Kurdan beraberhevdin. Panzdeh rojan beriya nuha (17) hivdeh endamên PDK-S, di dema sînor buhurandinê de, ji aliyê PYDê ve hatin desteserkirin, li Kobaniyê mala rêvebirekî PDK-S hate bombekirin, her weha li Efrînê endamên PDK-Sê dîsa ji aliyê PYDê ve bi cezayên 10-20 salan zîndankirî ne. Ya herî girîng; bidesxistinên Kurdan yên xebata dused salî, Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin êrîşan fizîkî û siyasî de ye buye armanca tîrêjên terora xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. +Li hemberî berfirehbûnan gelê Kurdistanê divê bêdeng nemîne. Xeletî ji aliyê kê ve were kirin divê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bide. Partî/hêz û rêxistinên sîvîl û demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ku di dema ‘Kongreya Neteweyî’ de dikirin qêrîn, di vê mijarê de jî çend pirsên wan hebîn divê bibêjin."; + +ئیلهام ئەحمەد ئەنداما کومسیوونا جێبەجێکار د تەڤگەرا جڤاکا دیموکرات تەڤدەم دە ، ژ ئاژانسا فرات رە راگەهاند : ئەو بزاڤێ دکن ژ بۆ سیستەمی کونتونێن رۆژئاڤا ل سەرانسەرێ سووریێ بەلاڤ بکن ، و ژ بوو ڤێ یەکێ دەست ب هەڤدیتنان کرنە ب گەلەک ئالیان رە ، +و هەروەسا ئیلهام تەکەز کر کو ئەڤ ئۆپوزیسیوونا سووری یاهەیی ئیدی نکارە تشتەک باش پێشکێش بکە و گرنگە هەڤپەیمانەک نوو ژ ئۆپوزیسیوونی رە هەبە ل سەر خەتا سیێەم یا شورەشێ وەکە ئیلهام ب ناڤ کری ، کار بکە . +ئەڤ دەستپێشخەریا تەڤدەمی یا ژبۆ یەک رێزیا ئۆپوزیسیوونا سووری ، گەرمیەک و لڤیینەک خستنە د ناڤا تەڤگەر کوردی دە و دەست خوەرە ئەنجوومەنا نشتیمانی یا کوردی جڤینەک ل دارخستن . +محەمەدێ مووسێ ، سکرەتەرێ ژپارتیا چەپ یا کوردی ژ تورا میدیا رووداو رە راگەهاند : +" خەلەکا یەکەم ژ ڤێ دەستپێشخەریێ وێ ژ یەکرێزییا تەڤگەرا کوردی دەست پێ بکە ، ژ پارتیێن هەردوو ئەنجوومەنان و پارتیێن دەرڤەیێ هەردوو ئەنجوومەنان دە ژی ژ بۆ ئەم بکاربن ڤان دەستکەفتێن گەلێ مە ب دەستڤە ئانین ل رۆژئاڤا ب پاریزن ، و پێشبێخن . +بەریا نها هەردوو ئەنجوومەنان یا گەل یا رۆژئاڤایێ کوردستانی و یا ئەنجوومەنا نشتیمانی یا کوردی ل هەڤ هاتن د ناڤا وان دە هەبوو ل هەولیرێ ، مە دڤێ ئەڤ ل هەڤ هاتن ببە بنگەهەک ژ ڤێ دەستپێشخەریا ئەرێنی رە . +د باوریا من دە ئەڤ کار نە ئاسانە ، لی هەگەر ئیرادەیا کرنی هەبە بی گومان دبە و مومکنە ! " + +ژ ئالیێ دن ڤە نەشئەت زازا ئەندامی مەکتەبا سیاسی یا پارتا دەموکراتا کوردستان - سوری ژ تورا میدیا رووداو رە راگەهاند : +" وەک نرخاندنەک ژ ڤێ دەستپێشخەریێ رە ، د وارێ تیوری دە ، ئەڤ دەستپێشخەریا هان ئەو قەشا و سەرمایا د ناڤا هەردوو ئەنجوومەنان دە حەلاند ، ژ زووڤە هەردوو ئال نە جڤیابوون و ب هەڤرە جڤیان . +لێ د وارێ پراکتیک دە هێ نەرینییە ، ژ بەر کو د ڤێ دەستپێشخەریێ دە و د جڤینا هەردوو ئالیان دە دەرفەتا وێ یەکێ نەهاتیە دان هندک پرسگێکێن د نێڤبەرا هەردوو ئەنجوومەنان دە وەرن گەنگەشە کرن ،وەک گرتنا دەریێ سێمالکا ، ڤەگەراندن هەڤالێن مە ل سەر سینوور ، هەڤپەیمان هەولیرێ و جێبەجێ نە کرنا وێ ، بەردانا گرتیین سیاسی یا کو بەندەک بوو ژ بەندێ ل هەڤهاتنا هەولێر دوو . +هەگەر ئەڤ دەستپێشخەری نەبە سەدەم ژ بۆ چارەسەرکرنا ڤان پرسا و ئاڤا کرنا لێڤەگەرەک سیاسی کوردی راست ، و ب هەڤرە کارکرنەکا ژ دل د ناڤا تەڤگەرا کوردی دە ل رۆژئاڤا وێ دەمی ئەڤ دەستپێشخەری چ واتە یا وێ نینە ، و مری چێبوویە . +هەردوو ئەنجوومەنین کوردی ئەڤە نێزی سێ سالانە ئەزموونەکا درێژ یا ستەور و بێ بەرهەم ب هەڤرە دەرباز کرنە +گەلو چ د توری تەڤدەمی دە یە باوەریێ ڤەگەرینە ؟ +هەگەر رژێم بمینە بێ گومان وێ نەهێلە کانتونێن هەیی پێشبکەڤن ژ ڤی رەنگێ نها پتر ، ئانگو نیشانەکا کوردی ب فەرمی ل سەر بکەڤە ، و هەگەر رژیم ژی نەمینە ئۆپوزیسیونا سووری یا هەیی ئەزموونا پ.ی.د ب چ ئاوایی ئەرێ ناکە ، ڤێجا پرسا دمینە چیێ کوردان د یەک رێزیا ئۆپوزیسیوونێ و ل هەڤهاتنا هەردوو ئالیان دە هەیە ؟ +بەهزاد میران +رووداو + +Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas raportek li ser rewşa rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye û tê de bi giranî li ser binpêkirinên ku li dijî peyamnêrên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojava hatine kirin, sekiniye. +Rêxisitna di raporteke taybet de ku roja 1ê gulanê belav bûye, dilgiraniya xwe li ser azadiya rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê aniye ziman û got ku "ew li hember azadiya rojnamegeriyê li navçeyên ku di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne, gelekî dilgirane" û ji wê partiyê xwest ku rêz li azadiyên sereke û di nav de azadiya rojnamevaniyê bigire. +Di raportê de hatiye diyarkirin ku "piraniya binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî rojnamevanan li ser destê hêzên asayişê û YPGê tên kirin". +Ew herwiha dibêje "PYDê û kesên girêdayî wê, her rojnamevanekî ku rexneyan li wan dike, digire û di hinek rewşan de jî wan direvîne ji bo ku wan bitirsîne û bêdeng bike". +Wek nimûne jî behsa girtina peyamnêrê Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê Mihemed Mehmûd Beşar dike ku di 23yê nîsanê de ji aliyê asayişê ve hat girtin û piştî 5 rojan hat berdan. +Rêxistin girtin û derkirina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê Orinet Rûdî Îbrahîm li bajarê Qamişlo wek nimûne tîne, ku di 19ê nîsanê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve ku xwe wek "malbatên şehîdên YPGê" dane naskirin, hatin girtin û pişt re heman grûpê ji Rojava derkirin. +Rêxistina Peyamnêrên Sînorneas behsa gefên ku li peyamnêrê Rûdawê li Efrînê Comerd Hemdoş hatine xwarin jî dike û tê de hatiye gotin ku "roja 24ê nîsanê, hêzên YPGê gefa girtin û derkirinê li Comerd kirine û avêtine ser mala wî û bi kelûpelên di nav mala wî de jî lîstine û ji wê demê de wî xwe veşartiye û mala wî di bin çavdêriyê de ye". Herwiha nivîsandiye ku "di 29ê çile de, hêzên asayişê nehiştin ku Comerd karê xwe yê rojnamevaniyê li Efrînê bike." +Di raporta Peyamnêrên Sînornenas de behsa çend binpêkirinên din ên li dijî rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, wek girtin û îşkencekirina peyamnêrê televizyona Zagrosê Raman Hiso dike. +Di raporê de behsa revandina û girtina rojnamevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê kirin û ji wê partiyê xwest ku rêz li azadiyên sereke û di nav de azadiya rojnamevaniyê bigire. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên rejîm û opozîsyona Sûriyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li bajarê Humsê li hev kirin û agirbest ragihandin. Li gor wê rêkeftinê hêzên opozîsyonê wê ji taxên kevin ên bajêr vekişin. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku agirbesta li taxên kevin ên Humsê ku ev nêzîkî 2 heftiyane rastî êîşên hêzên rejîmê tên, duh nîvro ket pratîkê. + +Rêxistinê aşkere kir ku li gor rêkeftinê, divê hêzên opozîsyonê ji taxên dorpêçkirî yên Humsê ber bi navçeyên li bakurê bajêr vekişin û hêzên rejîmê jî derbasî wan taxan bibin. + +Rêveberê rewangeha Sûriyê Ramî Ebdilrehman tekîd kir ku proseya vekişîna hêzên opozîsyonê hîn destpê nekiriye, lê li gor rêkeftinê divê ew prose di nava her 24 saetên bê de destpêbike. + +AFP li ser zarê çalakvanekî opozîsyona Sûriyê belav kiriye ku agirbest wê 48 saetan berdewam bike, roja înê destpêkir û pişt re wê hêzên opozîsyonê ber bi navçeyên li bakurê Humsê vekişin. + +Hêzên rejîma Sûriyê di 15ê nîsanê de operasyonên leşkerî ji bo kontrolkirina taxên kevin ên Humsê ku ji hezîrana 2012an de dorpêçkirî ne, destpêkirin. + +Çalakvanekî opozîsyonê ji AFPê re aşkere kir ku rêkeftin, taxa el-Wehir ku bi deh hezaran koçberên ji taxên din tê de dijîn li nav xwe nagire. Eger ew rêkeftin pêk were, wê bi tenê taxa el-Wehir li bajarê Humsê ku wek ";paytexta şoreşa Sûriyê"; tê naskirin, di bin kontrola hêzên opozîsyonê de bimîne. + +Heta niha opozîsyonê naveroka rêkeftinê aşkere nekiriye, lê televizyona el-Menar a nêzîkî hikûmeta Sûriyê got ku li gor rêkeftinê divê hêzên opozîsyonê bi çekên xwe yên tekane ber bi bajarokê Tilbîse û el-Dar el-Kebîre li bakurê Himsê vekişin. + +Ev cara duyem e agirbest li bajarê Humsê tê ragihandin. Cara yekem di destpêka sibatê de bû ku di encam de xwarin derbasî taxên kevin ên bajarê Humsê bû û herwiha nêzîkî 2 hezar kesên sivîl ji wan taxan derketin, lê li gor çalakvanan hîn nêzîkî 1500 kesî li hundir taxên kevin ên Humsê mane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Tataristanê ya Rûsya Rostem Mîxanov, serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hat pêşwazîkirin. + +Îşev, serokê Herêma Tataristanê ya Rûsya, Rostem Mîxanov, gihîşt Hewlêrê û ji aliyê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Mîxanov bi nûnerên sê şîrketên petrolê re serdana Herêma Kurdistanê kiriye û mebesta vê serdana wî jî çêkirina pêwendiyên aborî bi Herêma Kurdistanê re ye. + +Hewlêr (Rûdawê)- Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li rojhilatê Qamişlo diyar kir ku girtin û derkirina rojnamevanan ji Rojavayê Kurdistanê xizmeta doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake. + +Şaxê ENKSê li rojhilatê Qamişlo di daxuyaniyekê de hişyarî da ku ";tiştê niha li Rojavayê Kurdistanê çêdibe pêlaneke ji bo koçkirina Kurdan û guhertina demografiya herêmê ye";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";girtin û şopandina çalakvan û rojnamevanên Kurd xizmeta doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê nake, lê belê dikeve berjewendiya dijminên gelê Kurd";. + +Şaxê ENKSê li rojhilatê Qamişlo girtin û şopandina çalakvan û kadirên partiyan û rojnamevanan şermezar kir û xwest ku girtî bên berdan û rojnamevanên ku hatine nefîkirin vegerin warê xwe. + +Herwiha daxwaz ji ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku ";kar bikin ji bo asayişa PYDê hemû tiştî vegerîne wek berê ji bo ku yekrêziya Kurdan bihêz bibe";. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Odeya hilbijartinan a Tevgera Gorran encamên dawî yê hilbijartina encûmena parêzgeha Silêmaniyê û hejmara kursiyên encmaûnê ragihandin. + +Encamên ku Tevgera Gorran belav kirine bi vî awayî ne: + +Tevgera Gorran: 352 hezar û 500 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 255 hezar û 120 deng + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 83 hezar û 500 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 63 hezar û 700 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 57 hezar deng + +Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: 7 hezar deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 8 hezar û 400 deng + +Her li gor encamên ku Tevgera Gorranê belav kirine, 825 hezar kesan beşdariya hilbijartinên encûmena parêzgeha Silêmaniyê kiriye û rêjeya wan 70% ye û her 31 kursiyên encûmena parêzgeha Silêmaniyê wiha parvebûne: + +Gorran: 13 + +YNK: 10 + +PDK: 3 + +Yekgirtû: 2 + +Komel: 2 + +Kursiyek dimîne û dibe ku ji YNKê re be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê ofîsa hilbijartinên Silêmaniyê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Îsmaîl Xurmalî ragihand ku dengên wan li Hewlêrê kêm bûne û li Duhokê zêde bûne. + +Îsmaîl Xurmalî ji Tora Medyayî ya Rûawê re ragihand ku ";dengên Yekgirtû li Herêma Kurdistanê li hinek cihan bilind bûne û li hinek cihan kêm bûne, lê bi giştî li Silêmaniyê zêde bûne û zêdetir 90 hezar deng bi dest xistine";. + +Xurmalî herwiha got ";Li Hewlêrê dengên Yekgirtû kêm bûne, lê li Duhokê zêde bûne û li her du parêzgehan Yekgirtû zêdetirî 120 hezar deng bi dest xistine";. + +Xurmalî aşkere kir ku ";li seranserê Herêma Kurdistanê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê zêdetirî 200 hezar deng bi dext xistine";. + +Berpirsê ofîsa hilbijartinên Silêmaniyê ya Yekgirtûya diyar kir di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de Yekgirtû 182 hezar deng bi dest xistibûn. + +Îsmaîl Xurmalî aşkere kir ku ";li parêzgeha Silêmaniyê Yekgirtû 2 kursiyên Parlamentoya Iraqê misoger kirine";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê ji ber kontaka elektrîkê agir girte hola Şadî li bajarê Hewlêrê ya ku dengên hilbijartinên bajarê Hewlêrê tê de tên veqetandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê bûyerê ragihand ku agir ji ber kontaka elektrîkê bû û di encam de bi tenê 10 deqeyan proseya veqetandina dengan rawestiya. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, ti ziyanên agir tine bûn û proseya veqetandina dengan car din destpêkir û rewş jî niha normal bûye. + +Ji aliyê xwe ve rêveberê ofîsa komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed ji Rûdawê re got ";Ti agirek li hola Aştî pêneketiye û rewş normal e û ew nûçeyên ku dibêjin agir pêketiye dûrî rastiyê ne";. + +Duhok (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên dawî yên veqetandina dengên hilbijartina Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Duhokê bi vî awayî ne: + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 325 hezar deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 84 hezar û 498 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 34 hezar û 480 deng + +Tevgera Gorran: 24 hezar û 864 deng + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, encamên dawî yên veqetandina dengên hilbijartina encûmena parêzgeha Duhokê wiha nث: + +PDK: 322 hezar deng + +Yekgirtû: 57 hezar deng + +YNK: 37 hezar û 282 deng + +Gorran: 25 hezar û 230 deng + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biyare roja 3yê hezîranê bên kirin, ragihand ku dibe ku rejîma Sûriyê çend sinodqan li hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê dane, lê Kurd deng wê deng nedin Beşar Esed ê ku ev 14 salin di serokatiya Sûriyê de ye û xwe car din kiriye namzedê serokatiyê. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim di heveyvînekê de ligel ajansa Kurdpress a nîvçe fermî li Îranê, bal kişande ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û hilbijartina serokatiya Sûriyê ku 24 kesan xwe ji bo wê postê kirine namzed. + +Ji bilî bajarê Qamişlo û Hesekê ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ne, navçeyên din ên Rojava ne di bin kontrola rejîmê de, lê Salih Mislim di hevpeyvîna xwe de dibêje ";dibe ku rejîm li hinek bajarên Rojava çend sindoqan dane, lê li navenda bajarê Hesekê û Qamişlo hilbijartinê birêve naçin, ew dê li derdora balafirgeha Qamişlo û çend navçeyên Hesekê çend sindoqên dengdanê danin";. + +Bi nêrîna hevserokê PYDê ";Kurd ne wê deng bidin Beşar Esed û ne ti karê wan bi hilbijartinên serokatiya Sûriyê heye"; û aşkere dike ku ";Kurd niha mijûlî amadekariyên hilbijartinên rêveberiya xweseriyê li her sê kantonan e";, wek amajeyekê ji bo her sê kantonên ku li herêmên Cizîr, Efrîn û Kobanê ji aliyê PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve di dawiya meha çile ya borî de hatine ragihandin. + +Li Qamişlo û Hesekê hêzên rejîmê li piraniya tax û navçeyên wê belav dibin û di vê dema dawî de xwepêşandanên alîgirên Beşar Esed li her du bajarên û herwiha serdanên wezîrên hikûmeta Sûriyê zêde bûne û dibe ku rejîm hêzên leşkerî ji bo prastina hilbijartinan bişîne Rojavayê Kurdistanê, lê hevserokê PYDê vê yekê dûr dibîne û dibêje ";rejîma Esed hêzên xwe yên ewlekarî û leşkerî bi xwesteka xwe ji navçeyên kurdî nekişandine heta ku bixwaze wan hêzan vegerîne, xelkê ew rejîm nedixwest û ji ber vê yekê neçar bû ji navçeyê vekişe û niha jî vegera hêzên Sûriyê bo navçeyên kurdî ne wiha hêsan e";. + +Tevî vê yekê, Salih Mislim dibêje ";Rejîma Sûriyê bi tenê di haletekê de dikare were navçeyên kurdî, ew jî eger daxwazên Kurdan qebûl bike";. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim jî wek welatên Rojava û Neteweyên Yekbûyî baweriya wî bi hilbijartinên Sûriyê nayê û radigihîne ku ";tiştê li Sûriyê çêdibe ne hilbijartin e, lê belê şanoyeke bê wate ye û Beşar Esed jê re ne girînge ku ji sedî çiqasî dengên hemwelatiyên sûrî bi dest bixe, ji ber eger 5% dengan bidinê, li dawiyê wê encamên dengdanê 90 yan jî 95% di berjewendiya wî de bên ragihandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dixwaze awayekî nû ji bo çalakiyên xwe li Rojhilatê Kurdistanê hilbijêre û dibêje ";pêwîstiya wan bi guhertina sîstema navxweyî ya partiyê heye";. + +Komîteya têkiliyên derve ya PJAKê ragihand ";Bi berçavgirtina wan guhertinên ku îro di asta cîhanê û herêmê û bi taybet li Kurdistanê de derketine holê, pêwîstiyta me bi guhertina sîstema navxweyî ya partiyê û awayê têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê heye";. + +PJAK bi niyaze ji bo vê mebestê roja duşemê 5/5/2014 di konferansekê de li Qendîlê guhertinên xwe rabigihîne. + +Wek komîteya têkiliyên derve ya PJAKê dibêje ";di konferansê de PJAK wê helwesta xwe li hember siyasetên Komara Îslamî ya Îran û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê aşkere bike";. + +Berî niha di medyayî de hat belavkirin ku PJAK wê kongreya xwe ya çarem li dar bixe û behsa wê yekê kirin ku serokê PJAKê Ebdilrehman Hacî Ehmedî di serokatiya partiyê de namîne. + +Wek hatibû belavkirin ku sîstema serokatiya PJAKê dê bibe hevserokatî û Hacî Ehmedî ku ev 10 salin serokatiya PJAKê dike wê cihê xwe ji bo 2 endamên din vala bike. + +Ji bo sîstema hevserokatiyê jî navên her yek ji Ewîn Zîlan, Ewîndar Ormê, Rêzan Cawîd, Rêbwar Awdanan û Mezdek Mehabadî hatiye behskirin. + +Berpirsa têkiliyên PJAKê Awrîn Ehmedî Pûr di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, ew hemû nûçe red kirin û got ";Eger tiştekî wiha hebane me yê ragihandiba";. + +Ji sala 2011an de agirbestek di navbera PJAKê û Komara Îslamî ya Îranê de heye û tevî ku Îranê îtîraf bi wê agirbestê nake, lê şer û pevçûn di navbera wan de rawestiyane. + +پشتی دەرباسبوونا بێتری ٣ سالان د شەرێ ناڤخوەیێ سووریێ رە، ھین پێشبرکیا پێشکەتنێن لەشکەری بەردەوامە و یەک ژ ھەر دو ئالیێن شەر نکارە دژبەریێ ب تەمامی د بەرژەوەندیا خوە دە یەکالی بکە. ل ھن دەڤەران ھێزێن رەژیمێ پێشدکەڤن، لێ ل ھن دەڤەرێن دن ھێزێن ئۆپۆزسیۆنێ پێش دکەڤن و ئەڤ ژی نیشانا وێ یەکێیە کو شەرێ ناڤخوەیەیێ سووریێ دێ دەمەک درێژ بەردەوام ببە. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dengdana giştî li parêzgeha Hewlêrê de 8 kursiyên Parlamentoya Iraqê misoger kirine. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, ew 8 namzedên PDKê ku hejmara herî mezin a dengan bi dest xistine ev in: + +1-Erdelan Nûredîn + +2-Erefat Kerem Stûnî + +3-Tariq Gerdî + +4-Xoşewî Xelîl + +5-Sîrwan Sîrînî + +6-Xesrew Ebdilkerîm + +7-Şiwan Mihemed Teha + +8-Cotyar Adil + +Dêrsîm (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû li Dêrsîmê tevlî cenazeya apê xwe Arslan Karabûlût bû. + +Ji bo cenazeya Arslan Karabûlût ku apê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ye, li Cemxaneya Dêrsîmê rêwresmekê hat lidarxistin. Karabûlût duh li bajarê Antalyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. + +Îro Kiliçdaroglû, bi balefireke taybet digel Alîkarên Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Erdogan Toprak, Gursel Tekîn û parlamenterên CHPê Huseyîn Aygun, Kamer Genç, Guldal Mûmcû, Velî Agbaba û Mûharem Işik li Xarpêtê peya bûn ji wir jî bi rêya bejahî gihêştin navenda Dêrsîmê û yekser derbasî cemxaneyê bûn. + +Digel Kiliçdaroglû û parlamenteran, birayê Kiliçdaroglû Yûsûf Kiliçdaroglû û apê wî Mehmet Kiliçdaroglû, Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî bûl, Midûrê Giştî yê Emniyeta Dêrsîmê Fahretîn Şen, Alîkarê Parêzgarê Dêrsîmê Kenan Keskîn û niştecihên Dêrsîmê di rêwresma rakirina cenazeyê de amade bûn. + +Di kotahiya rêwresmê de di çarçoveya baweriya Raya Heq de li gorî dabûnerîtên Kurdên Elewî pêşmala pereyan li ser darbesta cenazeyê hat danîn. Her kesî li gorî dilê xwe tiştek pere avêtin hundirê vê pêşmalê. Piştî rêwresma cenazeyê ya ku ji aliyê du pîrên cemxaneyê ve hat birêvebirin, Kiliçdaroglû digel birayê xwe û apê xwe, pêşwaziya amadebûyiyan kir. Kesên tevlî rêwresma cenazeyê bûn, yek bi yek ji malbata Kiliçdaroglû re sersaxî xwastin. + +Piştî rêwresma li cemxaneyê, wesayîta cenazeya Arslan Karabûlût ber bi gundê Bolca yê ser bi navçeya Qisleyê ket ser rê. Biraziyê Arslan Karabûlût Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû jî ji ber bernameya xwe vegeriya Enqereyê. Kiliçdaroglû pêş ku ji Cemxaneyê vebiqete destê apê xwe Mehmet Kiliçdaroglû maç kir û ji bo çûyînê jê îcaze xwast. + + +Amed (Rûdaw) – Kurê şaredarê navçeya Sûrê ya Amedê Seyîd Narîn, Alî Narîn, li Rojavayê Kurdistanê û di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de di şerê li dijî komên îslamî yên radîkal de jiyana xwe ji dest da. + +Şaredarê berê yê Sûra Amedê, Abdullah Demîrbaş, ji malpera Hurriyetê re got, kurê şaredarê Sûriyê Seyîd Narîn, Alî Narîn li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina bi navê DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye. + +Demîrbaş, diyar kir ku ew nizanin kengê Alî Narîn jiyana xwe ji dest daye û wiha got: ";Bila êdî ti kes li ser vê xakê neyê kuştin";. + +Li gorî agahiyên Demîrbaş, temenê kurê şaredarê Sûrê, 18-19 salî bû. + +Kurê şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî ji sala 2009an ve tevlî PKKê bûye. + +Tê zanîn, li Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG û DAIŞê de şer û pevçûn heta niha jî didome. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku eger hilbijartinên vê carê yên Iraqê siyaset û helwesta Bexdayê nede guhertin û aloziya ewlehiyê û siyasî kûrtir bibe wê demê Herêma Kurdistanê neçar dimîne xwe biparêze. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro pêşwazî li serokê Herêma Tataristana Rûsyayê Rostem Mîxanov kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Serokê Herêma Tataristanê Rostem Mîxanov, diyar kir ku di navbera Kurdistan û Tataristanê de mercên hevbeş hene û mirov dikare bi hev re û li gorî berjewendiyên bilind ên her du aliyan vê yekê binirxîne. + +Rostem Mîxanov, di beşek din a gotinên xwe de behsa erdîngariya Tataristanê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê kariye di heyameke kurt de pêşketinên mezin encam bide. + +Barzanî jî di hevdîtina bi Mîxanov de amadebûna Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî bi Tataristanê re nîşan da. + +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsa hilbijartinên Iraqê jî kir û got, eger hilbijartinên vê carê siyaset û helwesta Bexdayê nede guhertin wê demê Kurdistanê neçar dimîne xwe biparêze û nebe beşek ji alozî û tengasiyên Iraqê. + +Îlam (Rûdaw) – Navenda Parastina Daristan û Kewşenan a Îranê ragihand, darên Berrû yên parêzgeha Îlamê ku ber bi hişkbûnê ve diçin dê di nav 5 salan de dîsa werin zindîkirin û rizgarkirin. +Ev çend sal in daristanên Berrû yên parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê hişk dibin ku heta niha zêdetirî 1 milyon hiktar daristanên devera Zagrosê zirar dîtine. +Rêveberê navenda parastina daristan û kewşenên Îranê Xodakerem Celalî, ragihand ku li gorî lêkolînên ku ji aliyê pisporên îranî û biyanî ve hatine encamdan, ev bûyer tenê li Îranê çênabin ji ber ku li hinek welatên cîhanê jî ev bûyer çêdibe. +Celalî diyar kir ku bo rizgarkirina daristanên Berrû û zindîkirina daran dê du qonax bên cîbicîkirin: ya yekê paqijkirin û perwerandin û ya din jî zindîkirina deverên ku zirar dîtine. +Rêveberê navenda parastina daristan û kewşenên Îranê da zanîn ku di çarçoveya vê yekê de li derdora çiyayên Zagrosê de ew darên ku hişk bûne hatine komkirin her wiha darên ku piçekî hişk bûne hatine zindîkirin. +Li gorî Celalî, ev pilan dê heta 5 salan bidome û li gorî vê pilanê dê darên Berrû yên Zagrosê bên zindîkirin. + + +Tora Medyayî ya Rûdawê li hember wan guvaşan dilgirane ku li ser rojnamevanên wê li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj tundtir dibin. Li bendê ye jî rêxistinên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan û mafên mirovan êdî li hember wan guvaşan bêdeng nebin. Herwiha daxwzaz dike desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê li cihê guvaşan, azadiya karkirinê bidine rojnamevanan. + +Di nava kêmtirî salekê de piraniya rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarên Rojavayê Kurdistanê rastî girtin û gefan hatine. Ev yek jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatiye kirin. Destpêka wan guvaş û gefan bi girtina peyamnêrê me Pêşewa Behlewî li Qamişlo destpêkir û ya dawî jî girtina peyamnêrê me Mihemed Beşar li Dirbêsiyê bû. Ev yek di demekê de ye ku Tora Medyayî ya Rûdawê molet û destûra fermî ya karkirinê ji karbidestên navçeyê standiye û pêgirê yasayên ferzkirî yên di bin desthilata PYDê de bû, tevî ku têbînî û notên wê li ser awayê rêkxistina karê rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hene. + +Tora Medyayî ya Rûdawê li bendê ye ku êdî rêxistinên navdewletî bêdeng nebin û li maf û selametiya rojnamevanên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê bipirsin. Herwiha daxwaz ji desthilatdarên PYDê dike mewda û asoya azadiya karkirina rojnamevana li navçeyên di bin kontrola xwe de berfereh bikin, da ku car din rojnamevan li wan navçeyan di bin guvaşan de nejîn û kar nekin. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +Hewlêr-Başûrê Kurdistanê + +3/5/2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe ya yasayî li dar bixe û tê de namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo serokwezîriyê bi avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistajnê erkedar bike. + +Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de wê nazmedê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmetê bê erkedarkirin. + +Nêçîrvan Barzanî ji aliyê PDKê ve ku pileya yekem di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi dest xistiye, hatibû erkedarkirin da ku danûstandinan ligel aliyên din ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmtê. + +Berî hilbijartinên 30ê nîsanê, PDKê rêkeftinek ligel Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê îmze kir ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmetê. + +Di encama wê rêkeftinê de, Parlamentoya Kurdistanê roja 29ê nîsanê civiya û Yûsif Mihemed wek serokê parlamentoyê, Ceifer Êmînkî wek cîgirê serok û Fexredîn Qadir wek sekreterê parlamentoyê hatin hilbijartin. + +Heta niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê biryara xwe ya dawî nedane bê ewê tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin an na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadwerê lêkolînan ê Silêmaniyê fermana girtina berpirsê asayişa Silêmaniyê Westa Hesen, berpirsê hêzên dijî terorê Lahor Şêx Cengî û berpirsê hêzên amade yên Silêmaniyê lîwa Omer derxist. + +Malpera KNN ya Tevgera Gorran belav kiriye ku ";li ser doza parêzerên 6 endamên girtî yên Gorranê, dadwerê dadgeha lêkolînan a Silêmaniyê li gor benda 43 ya yasya cezayan a Iraqê fermana girtina Westa Hesen, Lahor Şêx Cengî û lîwa Omer derxistiye";. + +Şeva înê 6 endamên Tevgera Goraanê li bajarê Silêmaniyê li ber navenda Elbîse ya veqetandina dengên hilbijartinan hatin girtin. + +Gorran dibêje ku ";ew 6 kes bi moleta komîsyona hilbijartinan û li dervey navenda veqetandina dengan bûn";. + +Şeva borî 4 ji wan endamên Gorranê hatin berdan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji her 18 parlamenterên xwe xwestiye ku tevlî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê nebin eger li ser erkedarkirina kabîneya bê ya hikûmetê be. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh di civîna polîtbîroya YNKê de li Silêmaniyê, YNKê ji parlamenterên xwe xwest ku bi ti awayekî tevlî civîna parlamentoyê nebin eger li ser erkedarkirina kabîneya hikûmetê be û xwestiye beşdar bibe eger civîn li ser karekî din be. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, parlamenterê YNKê Goran Azad ev peyama YNKê gihandiye serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed. + +Parlamenterê YNKê Bêgerd Talebanî derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got ";Eger di civîna îro de serokwezîr û cîgirê wî bêne binavkirin, dibe ku frakisyona YNKê tevlî civînê nebe yan jî tevlî bibe û deng nede";. Wî sedema vê helwesta YNKê li wê yekê vegerand ku hîn rêkeftinek navbera PDK û YNKê li ser para YNKê di hikûmetê de çênebûye. + +Bêgerd Talebanî aşkere kir ku heta niha YNKê namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîr yekalî nekiriye. + +Silêmanî (Rûdaw)- Berpirsê desteya rêveber a polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar di hevpeyvîneke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa encamên destpêkê yên hilbijartinên 30ê nîsanê dike û dibêje YNKê Heval Ebûbekir wek parêzgarê Silêmaniyê qebûl nake. + +Mela Bextyar di hevpeyvînê de dibêje ku ";dijatiya wan ji bo nazmedê Tevegra Gorranê Heval Ebûbekir ne ji ber wê yekê ye ku YNKê bi rêjeyeke kêm daketiye û parêzgar dixwaze, lê belê ji ber heybeta Silêmaniyê ye";. + +Mela Bextyar derbarê Heval Ebûbekir de ku li gor encamên destpêkê nêzîkî 250 hezar deng bi dest xistiye, dibêje ";em nahêlin Baesiyekî kevin bibe parêzgar";. + +Ew berpirsê bilind ê YNKê herwiha got ku eger Heval Ebûbekir bi piraniyê bikine parêzgar wê YNKê pêgirê biryarên wî nebe. + +Derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de, Mela Bextyar dibêje ";Nêçîrvan Barzanî di civînekê de gotiye ku ew rêkeftin bi dawî hatiye, eger ev biryara PDKê ya dawî be em spasiya wan dikin";. + +Hevpeyvîna ligel Mela Bextyar wê roja sêşemê saet 9ê şevê li ser ekrana Rûdawê bê weşandin. + +Dêsrîm (Rûdaw)- Seyid Riza li dijî siyaseta asîmlasyona ku dewleta Tirkiyê li ser Kurdan dimeşand, di sala 1937an de serê xwe hilda. + +Dewleta Tirkiyê ji bo serhildana Seyid Reza bişkînê di 4ê gulana 1937an de parlamentoya Tirkiyê biryara bi navê ";tenkîl û tehcîrê"; derxist û bi hêzên artêşa xwe êrîş bir ser Dêrsîmê. + +Di encama wê êrîşê de yek ji komkujiyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujiyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kêmyewî hatin bikaranîn. + +Dêrsîm + +Dikeve rojavayê Bakurê Kurdistanê. + +Piraniya Kurdên wê Zaza û Elewî ne. + +Berî sala 1847an navê wê Dêsim bû. + +Di 25ê kanûna 1935an de bû parêzgeh. + +Ji bajar,10 navçe, 2 bajarok û 342 gundan pêk tê. + +Hejmara nişteciyên bajêr nêzîkî 200 hezarî ye. + +Nêzîkî 300 xelkên Dêrsîmê li Ewropa niştecî ne. + +Bi deh hezaran xelkên Dêrsîmê li Tirkiyê belav in. + +Serhildana Dêrsîmê + +Seyid Riza li dijî asîmlasyonê derket. + +Sala 1937an nameyek ji wezîrê derve yê Îngîltera re rêkir. + +Serhildana Dêrsîm ji 1937-1939an dirêj kir. + +Seyid Riza rêberê serhildana Dêrsîmê bû. + +Komkujiya Dêrsîmê + +Roja 4ê gulanê Parlamentoya Tirkiyê biryara komkujiya Dêrsîmê da. + +Biryara komkujiyê bi navê Tenkîl û Tehcîrê bû. + +Tirkiyê dibêje nêzîkî 14 hezar Kurdên Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor saziyên Kurdan 70-90 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. + +Bi deh hezaran xelkê Dêrsîmê hatin sirgûn kirin. + +Di îlona 1938an de çekên kîmyewî yekem car li Dêrsîmê hatin bikaranîn. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê di 3yê hezîranê de destpê bikin û wek berpirsên hikûmeta Sûriyê dibêjin, ew hilbijartin wê li hemû navçeyên di bin kontrola hêzên rejîmê de, ji wan Qamişlo û Hesekê jî, bên kirin. + +Ew her du bajar di bin kontrola hêzên rejîmê de ne û li gora amarên ku belav bûne, bi tenê li Qamişli nêzîkî 4 hezar lşeker û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê hene. + +PYDê ku li Rojavayê Kurdistanê desthilatdar e, li ser zarê hevserokê wê Salih Mislim ku ji medyaya îranê re axifîbû, ragihand ku ";hilbijartin li Qamişlo û Hesekê nayên kirin û dibe ku bi tenê çend sinod li derdora balafirgeha Qamişlo û çend navçeyên Hesekê bên danîn";. Lê wî car din got ku Rejîma Sûriyê bi tenê di haletekê de dikare were navçeyên kurdî, ew jî eger daxwazên Kurdan qebûl bike";. + +Ji bilî Qamişlo û Hesekê, hemû navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê ji tîrmeha sala 2012an de ji bin kontrola rejîmê derketine û di di dawiya meha çile ya borî de, PYDê û hevlabendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiyeke xweseriya demokratîk li her sê herêmên Qamişlo, Kobanî û Efrînê ragihandin. Lê heta niha saziyên hikûmeta Sûriyê li her sê herêman hene û fermanber jî her meh mûçeya xwe ji hikûmetê werdigirin û di vê dema dawî de hatina wezîrên hikûmetê ji bo Qamişlo û Hesekê zêde bûbû. + +Berdevkê rêveberiya xwesriya demokratîk Ciwan Mihemed ji rojnameya el-Şeriq el-Ewset re ragihand ku ";pirsa encamdana hilbijartinên serokatiyê li herêmên Kurdan hîn nehatiye yekalîkirin û encûmenên kurdî yên ku van herêman birêve dibin vê pirsê niha gotûbêj dikin û wê biryarekê bi tevahî bidin";. + +Heman rojnameyê li ser zarê berdevkê leşkerî yê YPGê Rêdûr Xelîl nivîsandiye ku ";YPGê wê pêgirê biryara siyasî a derbarê hilbijartinên serokatiyê de bibe, lê ew biryar erênî yan jî nerênî be ji bo fermandariya leşkerî ya kurdî ne girîng e";. + +Berûvajî van nêrînan, endamekê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Oso ku yek ji endamên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, helwesteke yekalîker da û ji Rûdaw re got ku ";ew wek encûmen dibînin ti rewatî û şerîyeta rejîmê û saziyên wê tine ye, lewra ew hilbijartin nerewa ne û israra rejîmê li ser encamdana hilbijartinan israre li ser berdewamiya kuştinê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku tabloya ku li ser nivîsandine ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ ya ku di deriyê ketina navçeya Pasûra Amedê de hatibû daleqandin, hat rakirin. + +Ji bo rakirina tabloya li ser rêya Mûş-Amedê ya li Taxa Tûrgût Ozal bi alîkariya otombîlên agirvemirînê ew tablo hat rakirin. + +Hevserokên Şaredariya Pasûrê Metîn Dînar û Sadiye Sûrer Baran daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ";wan li ser daxwazên gelê navçeyê ev tebloya nijadperest anîn xwar";. + +Tabloya nijadperest ku dibêje ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ piştî cûnta leşkerî ya 1980an hatibû daleqandin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ji duh saet 11ê êvarê de şer di navbera çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li Başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e. + +Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê ji Tora Medyayî ya Rûdaw re ragihand ku ";çekdarên DAÎŞê bi 4 tankan û bi top û çekên giran ji duh de êrîşe gundên Sêvê, Qirat û Aşmê li Başûrê herêma Kobanî dikin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";di encama şerê duh de nêzîkî 20 çekdarên DAÎŞî hatine kuştin û 2 cenazeyên wan çekdaran di nav destên YPGê de ne, yek ji wan bi navê Ebû Sufyan el-Tûnisî ye. + +Li gor wê çavkaniyê, di şerê duh de ";peywendî ji gurûpeke bi dora 7 şervananên YPGê qut bûye û çarenivîsa wan ta vê demê nediyar e û dora 5 şervanan jî sivik birîndar bûne";. + +Li rojhilatê herêma Kobanî û li gundewarên herêma Til Ebyedê jî şer di navbera YPGê û DAÎŞê de li gundên Ebû Sirrê, Çelbê, Milûh el-Gumer û Bîrguno de berdewam dike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di encama şerê li wî alî de çend çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û şervanekî YPGê bi navê Laleş Agirî jiyana xwe ji dest da. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Hêzên asayişa ku ser bi PYDê ve tê naskirin, seytere û xalên xwe yên kontrolê li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de zêde dikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hêzên asayişê niha xaleke din a kontrolê li nêzîk avahiya zanîngeha Maamûn a taybet li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê danîne. Ev seytereya nû nêzîkî 10 km dûrî xala kontrolê ya hêzên rejîma Sûriyê ye. + +Bi vê yekê hejmara seytereyên asayişê ku di navbera Qamişlo û Hesekê de hatine danîn bûne 4 seytere. Her sê seytereyên din ên asayişê yek li çerxerêya navdewletî, yek li gundê Til Mensûr û ya din li kargeha çêkirina qermîdan e. + +Herwiha hêzên rejîmê jî 4 seytereyên wan li ser heman rêyê hene ku ew jî 2 li navçeya Terteb, yek li Dewara Zorê û ya din jî li pêşiya bajarê Hesekê ye. + +Rêwiyên ku di her heşt seytereyan re derbas bibin, divê nasnameya xwe bidin hêzên li wir amade ne û gelek caran lêkolîn ligel wan tê kirin. + +Berî destpêkirina şoreşa Sûriyê, otombîlên ku ji Qamişlo diçûn Hesekê bi 45 deqeyan digihiştin, lê ji ber hejmara zêde ya xalên kontrolê, niha nêzîkî 3 saetan ji rêwiyan re divê heta ku ji Qamişlo bigihin Hesekê. + +Hesekê û Qamişlo her du jî di bin kontrola hêzên rejîmê de ne, lê li taxên Kurdan li her du bajarên hêzên YPGê û asayişê yên girêdayî PYDê hene û li taxên Suryanan jî hêzên suyranî yên taybet hene. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku posta serokomarê Iraqê mafê gelê Kurdistanê ye û her kesek ji bo wê postê bê namzedkirin divê Parlamentoya Kurdistanê wî qebûl bike. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê posta serokomarê Iraqê de belav kir û tê de got ku ";posta serokomarê Iraqa federal mafekî gelê Kurdistanê ye û ewê bi hemû karînên xwe pêdagiriyê li ser wergirtina wê postê ji aliyê gelê Kurd ve bikin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";her kesek jî ji bo posta serokomarê Iraqê xwe bike namzed, divê Parlamentoya Kurdistanê wî qebûl bike, ji ber ku ew post mafê gelê Kurdistanê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Hewlêrê ragihand, destê 4 kesan di kuştina pasewanê melbenda sê ya Komela Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê de hebûye û hemiyan jî li sûcê xwe mukir hatine. + +Rêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet, îro danê êvarê di civîneke rojnamevaniyê de li ser kuştina pasewanê melbenda sê ya Komela Îslamî ya Kurdistanê agahî da. + +Ebdulxaliq Telet, ragihand, kuştina wî pasewanî ti mebesteke siyasî li pişt nebûye û ti hêzekê jî piştevanî nekiriye. + +Telet, da zanîn ku destê 4 kesan di kuştina wî pasewanî de hebûye û hemiyan jî li sûcê xwe mukir hatine û wiha got: ";Ev kesên han girêdayî ti hêz û partiyekê nînin. Berê gotegotek hebû ku ew endamên asayişê ne, ew jî rast nîne."; + +Rêveberê polîsê Hewlêrê, eşkere kir ku ew her 4 tohmbet, li taxa Mamostayan a bajarê Hewlêrê rûdinên û hemû jî ";endamên malbatek navdar"; in. + +Ebdulxaliq Telet, nîgeraniya xwe li hember daxuyaniyên rayedarên siyasî li ser bûyera kuştina wî pasewanî anî ziman û got, divê aliyên siyasî li benda encamên lêkolînên polîs bibin ji ber ku çi ket destê emê ji raya giştî re eşkere bikin. + +Pasewanê Komela Îslamî ya Kurdistanê, şeva 1ê Gulana îsal li bajarê Hewlêrê ji aliyê 4 kesan ve hatibû kuştin. + + + +Silêmanî (Rûdaw) – Li parêzgeha Silêmaniyê û li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, Tevgera Gorran di her du hilbijartinan de ji partiyên din zêdetir kursî û deng bidest xistiye. + +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên nefermî yên hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê wiha ne: + +Encumena parêzgehê + +Gorran: 353 hezar û 514 deng +YNK: 256 hezar û 117 deng +PDK: 87 hezar deng +Yekgirtû: 65 hezar deng +Komel: 54 hezar û 945 deng +Hevpeymaniya Niştimanî: 8 hezar û 470 deng +Bizûtneweya Îslamî: 6 hezar û 543 deng + +Parlamentoya Iraqê + +Gorran: 320 hezar û 170 deng +YNK: 250 hezar û 340 deng +PDK: 90 hezar deng +Yekgirtû: 80 hezar deng +Komel: 55 hezar û 626 deng +Hevpeymaniya Niştimanî: 8 hezar û 647 deng +Bizûtneweya Îslamî: 6 hezar û 752 deng + +Dêrsîm (Rûdaw) – Kurdistaniyên ku di Komkujiya Dêrsîmê ya salên 1937-38-39an de jiyana xwe ji dest dan, li Zinarên 38an hatin bibîranîn. Girseya amade ji bo bîranîna cangoriyên Terteleya Dêrsîmê gul û qurnefîl avêtin Çemê Minzûrê û find vêxistin. Kevneşaredar Edîbe Şahînê jî got, ";Qirkirina Dêrsîmê ya ku tenê şikl û şêwaz guhertiye, hîn jî berdewam dike."; + +Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi girseyeke qelebalix li minteqeya Zinarên 38an a li ser rêya Dêrsîm-Pilûrê, bi boneya 77emîn Salvegera Destpêkirina Komkujiya Dêrsîmê, bi çalakiyekê cangoriyên komkujiyê bibîr anîn. Devera Zinarên 38an yek ji wan deveran e ku gellek Kurd bi awayekî komelî lê hatine kuştin. + +Çalakiya bîranînê bi xwendina gotinên Seyîd Riza yên di dema darvekirinê wî de ";Ez nikaribûm li hemberî we bi ser bikevim, ev ji min re bû derd; lê min jî serî li ber we netewand bila ev jî ji we re bibe derd"; dest pêkir. + +Di 4ê Gulana 1937an de Desteya Wezîrên dewleta Tirk biryara qirkirina herêma Dêrsîmê girt. Bi derxistina biryara wezîran re heta sala 1939an komelkujî li Dêrsîmê berdewam kir. Li gorî amarên fermî 13 hezar û 800 kes, li gorî dîroknas û şahidên komkujiyê jî derdora 70-90 hezar kes di komkujiyê de hatine kuştin. Serowezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî di sala 2011an de li ser zimên lêborîn ji bo Komkujiya Dêrsîmê xwastibû û diyar kiribû ku derdora 40-50 kes hatin kuştin. Bi piraniya Dêrsîmiyên saxmayî jî rê kirin mişextiyê. + +Li ser navê koma ku ji Ezirganê hatin tevlî bîranînê bûn, gêncek daxuyand û diyar kir ku li vir li çendîn şikeftan mirovên wan hatine jehrîkirin. Heman kesî got ku digel ku bi ser komkujiyê 77 sal derbas bûye, heta niha jî mezel û gorekê cangoriyan tune. + +Kevneşaredara Dêsîmê Edîbe Şahîn jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew van cihên komelkujiyan destnîşan dikin daku dawî li polîtîkayên înkara hemû nasnameyan were. Şahînê got ku ew hemû pir bi başî dizanin ku di dema komkujiyê de jin ji bo nekevin destê leşkeran xwe ji van zinaran ve diavêtin xwarê. Şahînê wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Ger rûbirûbûneke rasteqîne pêk neyê û ger dewlet li xwe neyê û nebêje, ‘Min ev qirkirina pêk anî, ji îro û pê de înkara hemû nasnameyan tê jinavbirin’, em ê van bîranînan li dar bixin û em ê bibin şopînerê vê dozê. Divê neyê jibîrkirin. Ger em ji bîr bikin, dê mîna Roboskiyê ev zincîra komkujiyan berdewam bikin. Ji bo rûbirûneke rasteqîne, divê neyên jibîrkirin."; + +Şahînê got ku mezinên wan rûbirûyê komkujiyeke ewqas mezin bûbûn, her wan jî nizanibû ev komkujî bi çi hincetê bi serê wan de hatiye. Herwiha Şahînê got ku di navbera polîtîkayên 1937-38-39 de tenê ti ferq û cûdahî tune, tenê polîtîkayên ewlehiyê şikl û şêwaz guhertî. Şahîn, di vî warî de wiha pê de çû: ";Komkujî li vir bi çêkirina qereqol û baregehên leşkerî yên 1935an dest pê kir. Niha jî li her derê erdnîgariya Kurdistanê baregehên leşkerî tên çêkirin. Em baş dizanin çêkirina baregehên leşkerî û bendavan tê çi wateyê. Ji ber ku di serdema komkujiyê de jî li erdnîgariya Kurdî qala ‘bendava tirkbûnê’ dihat kirin. Ji bo rêgirtina Kurdan, li deştên Ezirgan, Mûş û Wanê jî ‘bendavên tirkbûnê’ (Rûdaw: Li Kurdistanê bicihkirina Tirkan) hatin çêkirin. Armanca bendavên niha li ser Minzûrê li ser çemên me tên çêkirin û armanca bendavên tirkbûnê yên hingê her yek in."; + +Herwiha Şahînê got ku niha hestiyên salên 1990î û hestiyên salên Komkujiya salên 1938î têkelî hev bûne. + +Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûstafa Taşkale jî got bi biryara Desteya Wezîran a 4ê Gulana 1937an komkujiyeke nedîtî li Dêrsîmê pêk hatiye. Taşkale got ku diyar kir ku ev tirajediya mezin a nemirovane nehatiye jibîrkirin û dê hergîz neyê jibîrkirin. + +Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû jî di bîranînê de axivî û got ku digel ku 77 sal bi ser de derbas bûye, heta niha jî rûbirûbûn pêk nehatiye û hesabê Komkujiya Dêrsîmê nehatiye pirsîn. Dogrû, got ku yekane rêya aştiya civakî ew e ku dewlet li kiryarên xwe mikur were. Dogrû derbirî ku dîroka komarê, dîroka komkujî û qirkirinan e û hê jî ev mantalîte neguheriye, lewma jî bi vî awayî aştî pêk nayê. + +Dogrû, got ku ew naxwazin li ser xwîna cangoriyên komkujiyê siyaset bê kirin û di vî warî de wiha pê de çû: ";Li aliyekî Kemalîst hincetên qirkirinê tune dihesibînin û dixwazin bi rewakirina domandina polîtîkayên înkarê qirkirinê bikin tiştek ji rêzê. Li aliyê din jî paşvûrîtiya AKPê li hemberî van polîtîkayên kemalîstan (CHP) bi awayekî siyasî vê yekê ji bo berjewendiyên partiya xwe bi kar bînin û îstîsmar bikin."; + +Dogrû, bang li rêveberiya tirkiyê kir ku hemû arşîvên dewletê yên têkildarê Komkujiya Dêrsîmê bên vekirin, bi awayekî fermî lêborîn bê xwastin û cihên ku cangorî lê hatine binaxkirin bên nîşandan. + +Parêzer Bariş Yildirim jî da zanîn ku serlêdanên wan ên têkildarê komkujiyê bi hinceta ku dem bi ser de buhuriye, tên redkirin. Yildirim jî bang li hikûmetê kir û got ku divê rêveberiya Tirkiyê di çarçoveya rêçik û pîvanên mafnasiya navnetewîd e Qirkirina Dêrsîmê nas bike. + +Torna Seyîd Riza Zelîxa Polat û çend tornên din ên Seyîd Riza di bîranînê de amade bûn. + +Piştî daxuyanî û axaftinan girseyê ji bo bîranîna cangoriyên komkujiyê gul û qurnefîl avêtin Çemê Minzûrê û find ji bo giyanên cangoriyan hatin pêxistin. + +Lawija kalemêrê bi navê Pîr Welî jî her kes hestiyar kir. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta hevdîtina digel Şahê Ordinê, ber bi wî welatî ve birêket. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî îro danê êvarê û li ser venxwendina fermî ya Şahê Ordinê Şah Ebdullah, çû Ordinê. + +Li gorî malperê, Barzanî dê di vê serdana xwe de bi şah Ebdullah re hevdîtinê bike û her du lîder dê li ser çawaniya geşedana pêwendiyên aborî, çandî û bazirganî yên navbera Hewlêr û Emmanê gotûbêj bikin. + +Şanda ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re çû Ordinê, ji van kesan pêk hatiye: Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa. + +Hat zanîn, serdana Barzanî ya Ordinê dê çend rojan bidome. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Bakûrê Kurdistanê, 4 zarok bi hêceta ku kevir havêtine kamerayên çavdêriyê, hatin desteserkirin. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, li Nisêbîna Mêrdîn û li taxa Devrimê 4 zarok bi hêceta ku kevir havêtine kamerayên çavdêriyê, ji aliyê polîs ve hatin desteserkirin. + +Li gorî agahiyan, her 4 zarok ku temenê wan di navbera 11-13 salan de bo şaxa zarokan a Rêveberiya Asayişa Nisêbînê hatin veguhestin. + +Hat zanîn, piştî desteserkirina zarokan malbatên wan bo asayişê hatin vexwendin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Partiya Demokrasiya Gelan (HDP), Sebahet Tuncel ragihand ku dema avakirina Kurdistana federal hatiye. + +Sebahet Tuncel di çarçoveya beşdarkirinê di festivala kiltûr û hunerî ya Beyazsu de gotarek pêşkêş kir ku tê de armancên HDP bo pêşeroja Bakurê Kurdistanê aşkere kirin. + +Tuncel ragihand ku rêberê girtî yê PKK, Ebdulla Ocalan ji wan re gotiye ku: ";Prose derbasî qonaxeke kûr û dijwar bûye, yan bi danûstandineke kûr dê bigihe encamekê yan jî bi rûbirûbûneke cengawerî."; + +Sebahet Tuncel balkişand ku ji ber şer û pevçûn carek din li navçeyê destpêneke, erkek di keve ser milê wan ew jî avakirina Kurdistana federal e. + +Herwoha hevseroka HDP aşkere kir ku êdî ew daxwaz ji hikûmeta Tikriyê nakin da ku Kurdistanê bide wan ";Lê emê Kurdistanê avabikin."; + +Sebahet Tuncel amaje kir ku niha dem hatiye ku berhema 30 sal xebat biçinin û di vê qonaxê de avakirina Kurdistanê dibe sedema bihêzkirina demokrasiyî li Tikriyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor pêşbîniyên Tora Medyayî ya Rûdawê bo encamên destpêkê yên hilbijartinên parêzgehên Herêma Kurdistanê, tevî hejmartina dengdana taybet, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi cudahiyeke mezin yekeme û Tevgera Gorranê bi cudaiyeke kêm ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duyeme. + +Li gor pêşbîniyên Rûdawê, dengên ku aliyên siyasî bidest xistine bi vî awayî ye: + +PDK: 820 hezar deng + +Tevgera Gorranê: 486 hezar û 625 deng + +YNK: 485 hezar deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanbê: 15 hezar û 3ê deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 117 hezar û 844 deng + + +Rûdaw (Hewlêr)-Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hejmare dengên aliyên siyasî yên Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de li derveyî welat, bi vî awayî bûn: + +Danîmark: PDK 511, YNK 242, Tevgera Gorranê 301 + +Nerwîc: PDK 609, YNK 356, Tevgera Gorranê 482 + +Swêd: PDK 2083, YNK 1536, Tevgera Gorranê 1857 + +Fransa: PDK 155, YNK 51, Tevgera Gorranê 24 + +Nemsa: PDK 182, YNK 105, Tevgera Gorranê 93 + +Almanya: + +Li binkeyên ";Berlin, Manhanten, Muschen, Kolen"; PDK 2736 deng bidest xistine + +Li binkeyên ";Berlin, Manhanten, Munschen"; YNK 2736 g bidest xistine + +Li binkeyên ";Berlin, Manhanten, Munschen"; Gorran 956 g bidest xistine + +Amerîka: PDK 697, YNK 25, Gorran 72, Yekgirtû 54 û Kolmela Îslamî 2 deng bidest xistine + + +دهنگدانا تايبهت و مهرجدار كو هژمارا سهد صندوقه، قهوارێن سياسى ب هويرى چاڤدێريا وان دكهن. +ژبهركو بهرى نوكه ل وێستگههان نههاتينه ڤاڤارتن. +زێبارى +چاڤدێريا قهواران يا چڕ ل سهر ڤاڤارتنا دهنگێن تايبهت ومهرجدار، ڤهدگهريت هندێ كو هند لايهنان مهترسيا هندێ ههيه دهستكارى تێدا بێتهكرن. +حهميد +صندوقێن دهنگدانا تايبهت و مهرجدار بهراوورد دگهل دهنگدانا گشتى كێمن لێ ئهگهرێ هندێ ههيه كو بهرزى و نزمى بێخيته رێژا دهنگێن قهواره و كانديدان. +فهرهاد +دهنگدانا تايبهت هێزێن ئێمناهيێ و پێشمهرگهلاى ڤهدگهريت و يا مهرجدار ژى بهنكرى و نهخۆش و دهزگههێن راگههاندنێ و كارمهندێن كومسيۆنێ ڤهدگريت. + + +بزاڤا چاكسازی یا ئێزیدیان كه ههر بیر وبههوهریهكێ ب كوردان ناكه وهك سهروهریا نهتهوی وخاك ورچاندا ئێزیدیان ژ سالا 2005ێ تا ئیرۆ كۆتا ئێزیدیان د ئهنجومهنێ پارێزگهها مووسل وئهنجومهنێ نوێنهران ل بهغدا ب رێڤه دبه . +د ههلبژاردنێن ڤێ جارێ ژی وهك ئهنجامێن بهری داویێ بێ راكابهر دهێته ههلسنگاندن وئهو رهت ناكهن كو لاینگهرێن پارتی ویهكهتی ژی دهنگ ب وان دابن . +زێد سهعید مهندۆ راگههاندنكارێ بزاڤێ ل شنگال " ئهف رۆژهكا ب ههژماربوو بۆ ئێزیدیان ود دوو خۆلێن پێش ژی مه نوینهراتیا ئێزیدیان د پهرلهمان دا دكر وئێزیدی زان نكو ئالیهكی دی نینه پشتهڤانیا نهتهوا ئێزیدیان وئاینا وان بكه ژبلی بزاڤێ وئو زانن كو مهفایێ ژ ههر ئالیهكی دی وهرناگرن " . +ههڤركێ ههرێ خورت بهرامبهر وان كه بهرهیا دیموكراتخوازان بوو پشتی شكهستنا وان دئهنجومهنێ پارێزگهها مووسل دا ئهڤێ جارێ ژی پهیاما وان سهرگهه نهگرت مینا گۆتنێن زههڤ د ناڤ جادهیێ سهرهرایی وێ چهندێ كو پهیامهكا ئاین پهرهس بوو +مهحمما خهلیل كاندیدێ بهرهیا دیموكراتخوازن بۆ كۆتا ئێزیدیان " ژبهر ههر تشتهكی گرنگ كه مافێ ئاینا ئێزیدیان د پهرلمانتۆیا عیراقێ وجیهانێ دا ب پارێزێ وئهم سۆز ددن ههولێن وێ چهندێ بدهن ئاینا ئێزیدیان ب خهلكێ بدهن ناسكرن " +پارتی دیموكراتی كوردستان كه پالدهرێ بهرهیا دیموكراتخوازن بوو ژ ئالیێ یهكهتی نشتیمانی كوردستان نههاته پالدان وهك هزرهكا نهتهوی بۆ سهركهتنێ ل گۆر زانینێن رووداو وپهیاما ئاینی یا تووند ژ ئالیێ بزاڤێ وهك فاكتهرهكی كاریگهر ل سهر مهژیێ خهلكێ ل ناڤ دبن +سهعید جردۆ مهتۆ كارگێرێ لقی 17ی پارتی دیموكراتی كوردستان " ههر چهنده مه ناڤێ ئهم پێش ئهنجامێن كۆمیسیۆنێ ب كهڤن لێ ب دیتنا مه گۆتگۆتكێن وان مینا دڤێن لیستا دینێ مه ژ مه ببن كاریگهریا خۆ ل سهر مهژیێ خهلكێ ههبوو ههر چهند ئهو تشت ژ راستیێ دوورن وئهم وهكو پارتی مه ئیمناهیهتا خهلكێ چهندین سالان پاراستیه ومه دهلیڤه دا كو ههر كهسهكی ئازادانه دنگێ خۆ بده وههر ئالیهكی ب سهركهت ئهم پیرۆزباهیێ لێ دكهن " . +بهرهیا دیموكراتخوازن كه نیزیك پارتی دیموكراتی كوردستان دهێته ناسكرن وهك هێزا سهرهكی ل شنگال لێ تا ڤێ گاڤێ ئهوان بارهگایهكی خوه نینه د ههر دهرهكێ وخهلكهك ب نارێكسختی ل ناڤ دبن و ئهو ێ چهندێ ئهگهرێن سهرهكی یێن شكهستنا بهرهیێ دبینن + +Dihok (Rûdaw) - Li Dihokê salane jimareka berçav a qutabiyên pişka mûzîkê derdiçin lê nekarîne dahatekê ji xwe re peyda bikin û ji layekê dî zêdebarî hebûna mûzîkjenên xudanşiyan lê dîsa jî stranbêj qesta welatên biyanî dikin bo amadekirin û derxistina berhemên xwe yên hunerî. + +Niha li Kurdistanê û bitaybetî li bajêrê Dihokê mûzîkjenên baş û studyoyên pêşkeftî hene lê her nebûne cihê rizamendiya hunermendan. + +muzîkjenek dibînît ku demê hunermend ahgeng û mûzîka xwe li Kurdistanê çêneke ";ji tam û çêja wê kêm dibe";... + +Di van salên dûmahiyê de rewşenbîriyeka baş di nav xelkê da peyda bûye û hejêkerên mûzîkê zêde bûne lewma pitir giringî pê dihête dan … + +Domîz (Rûdaw)- Li kampên penaberan ên Rojavayê Kurtdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne êdî penaber dest bi kar û çalakiyên xwe dikin. +Di nava kampan de xwaringeh, dikanên firotina kelûpelan, navendeên rewşendbîrî jî hene. + +Lê li Kampa Domîzê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, niha pirtûkxaneyek hat vekirin ku çend pirtûkan bo penaberan pêşkêş dike. + +Bi vê vekirina vê prtûkxaneya han li nava Kampa Domîzê dilê penaberên hevkiriyên xwendinê xweş bû. + +her yek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ji ber sedemekê berê xwe dayê Başûrê Kurdistanê û gelek penaber projey û xewnên xwe bi xwere anîn nava kampan bi hêviya ku li vir pêk bînin, weka avakirina vê pirtpkxaneyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku bi awayekî sereke partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û rêxistin û damûdezgehên bi ser partiya navborî û çend partiyên din ên Rojavayê kurdistanê li xwe digre destpêşxeriyek bi sernavê destpêşxeriyek berve guhertina şoreşgêr a demoktatîk li ser bingeha yekgirtin û piralîtiyê pêşkêş kir. +Li gorî piransîpên tekista projeya destpêşxeriyê ku kopiyek jê ketiye nav destê Rûdawê, kilîta çareseriyê li Sûriyê ew e ku çareseriya Sûriyê çareseriyek demokratîk û siyasî be li ser bingeha redkirina tundûtîjiyê û helwestên tayifeger ji her aliyekî da ku rê li pêş damezrandina Sûryeya siberojê ya yekgirtî, azad û demokrat bê vekirin. +Li gorî vê destpêşxeriyê divê hemû pêkhateyên Sûriyê pabendî nasnameya Niştimanî ya Sûriyê bin û di heman demê de jî mafên hemû pêkhateyan hebe ku mafê xwe yê sirûiştî di parastina taybetmendiya xwe de di çarçoveya hevgirtineke azad û asayîde ku bi razîbûna hemû aliyan be biparêzin. +Ji bo cîbicîkirina vê nêrînê, destpêşxerî tekez dike ku divê Sûrye demokrat, piralî û nenavendî beû çareseriyeke demokratîk ji bo pirsa kurd û pirsên netewan bi gerentiyên destûrî û li gorî sozname û belgeyên navneteweyî derbarê mafên mirovan û protokolatên wan bê peydakirin. +Li gorî pilana kar a ku di nava teksta destpêşxeriyê de hatiye, ev proje dê li ser hemû hêz û aliyên opozisyona Sûriyê, ya ku bi Niştimanî hatiye wesifkirin, bê belavkirin da ku komîteyek ji van aliyan projeya çareseriya Niştimanî ya sûrî di demeke destnîşankirî de darijîne û nêrînên hemû aliyan di nava projeyeyê de bisepîne. +Di pilana destpêşxeriyê de hatiye ku divê kongreyeke niştimanî sûrî ji bo hemû aliyên opozisyonê bê lidarxistin û komîteyeke ji endamên kongreyê bê damezrandin daku li pêş saziyên navneteweyî nûnertiya opozisyonê bike. +Bê guman destpêşxeriya damezrandina kongreyeke niştimanî ji bo darijandin û cîbicîkirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîzeke mezin û tevlîhev weke kirîza Sûriyê ku êdî bûye kirîzeke herêmî û navneteweyî pêwîstî bi karîn û derfetên pirr mezin heye, vêce pirsa herî girîng ku dibe bê kirin ev e: Gelo eger her du encûmenên kurd nikarîbûn pirsgirên navxwe çareser bikin û rêzê li rêkeftinên hevbeş bigrin û yekrêzî û yegdengiya xwe dabîn bikin, ewê karibin barê giran yê kirîza Sûriyê ku heta niha zilhêzên navdewletî li hember bêkêr mane, hilgirin? + +Amed (Rûdaw) - 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê doza kuştina nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) de biryar da ku di 2yê Tîrmehê de îfadeya bersûc û endamê berê yê PKKê Abdulkadir Aygan ê ku li Swêdê ye, bê stendin. + +22 sal berê li Amedê nivîskar Mûsa Anter li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hatibû kuştin û di heman bûyerê de nivîskar Orhan Mîroglu jî birîndar bibû. + +Dosyeya derbarê vê bûyerê de ji7emînDadgeha Cezayê Girana Amedê şandibûn2yemînDadgeha Cezayê Giran a bajêr. + +Dadgehê biryarên ewil ên ku di dosyeyê de cih digirin, nihêrî û biryar da ku di 2yê Tîrmeha îsal deîfadeya bersûc Abdulkadir Ayganê ku li Swêdê ye,bê stendin. + +Li ser vê biryarê Rêveberiya Giştî ya Pêwendiyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî ya Wezareta Dadê dêbi ji dûr ve îfadeyaAygunbigire. + +Di dozê de tohmetbarê bi navê Hamît Yildirim jî bi girtî tê darizandin, lêAlbay Savaş Gevrekçi yê teqawidbûyî, Mahmut Yildirimê bi navê"Yeşîl" tê binavkirinû Abdulkadîr Aygan negirtî tên darizandin. + +Di doznameyê de derbarê mehkûman de ji ber "kuştina biqestî" cezayê muebetê tê xwestin. Ji ber ku 'gel teşwîqî îsyanê kirine û bûne sedema mirin û pevçûnê'û ji ber 'birîndarkirinê', ji wan re qasî20 salan ceza tê xwestin. + +Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû. + +Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stanbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin. + +Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944an de bi keça Evdirehman Zapsu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin. + +Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî. + +Piştî 89an vedigere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin. + +Roja 20 Îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Mûsa Anter li ser berga pirtûka xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje: + +"Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me." + +Xelatên Rojnamegeriyê + +Li Tirkiyê ji 1993'an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993'an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994'an de Ozgur Ulke, 1995'an de Yenî Polîtîka, 1996'an de Demokrasî, 1997 û 1998'an de Ulkede Gundem, 2000'an de Yenî Gundem û sala 2001'an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn. + +Berhem +Birîna Reş - 1959 + Kımıl - 1962 + Ferhenga Kurdî - Istanbul, 1967 + Hatıralarım, cîld 1 - Istanbul, 1991 + Hatıralarım, cîld 2 - Istanbul, 1992 + Çinara Min - Istanbul, Weşanên Avesta + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şahê Ordinê şah Ebdullah bi hev re rûniştin û li ser çawaniya bihêzkirina pêwendiyên her du welatan gotûbêj kirin. + +Li gorî ajansa Betray a ordinî, şahê Ordinê melik Ebdullah îro li paytext Emmanê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. + +Li gorî nûçeyê, Barzanî û şah Ebdullah li ser pêşhatên dawî yên deverê her wiha çawaniya pêşxistina pêwendiyên her du welatan bi taybet di warên aborî û geştiyariyê de gotûbêj kirin. + +Barzanî, di civînê de pesnê rola Ordinê di alîkarîkirin û piştevanîkirina gelên Iraqê de da û ragihand, Herêma Kurditanê li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe bi Ordinê re rijd e û vê yekê jî li gorî berjewendiyên her du aliyan dişopîne. + +Şah Ebdullah jî cext li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Emmanê di hemû waran de kir. + +Şahê Ordinê her wiha amadebûna xwe bo piştgiriya aramî û dabînkirina asayişa Iraqê nîşan da. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh li ser vexwendina fermî ya şahê Ordinê çûbû wî welatî. + +Serdana Barzanî dê çend rojan bidome. + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, dê beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe. YNKê her wiha namzedên xwe yên cîgirê serokwezîr jî destnîşan kir. + +Jêderekî ji YNKê ji Rûdawê re got, YNK dê beşdarî hikûmeta nû bibe her wiha biryar hat dayîn endamê polîtburoyê Qadir Hemecan û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê, Qubad Talebanî wek namzedên wergirtina cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya nû de hatin destnîşankirin. + +YNK di hilbijartinên 21ê Îlona par ên Parlamentoya Kurdistanê de di rêza sêyemîn de cî girtibû. Her wiha li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Iraq û Herêma Kurdistanê, YNK dîsa di rêza sêyemîn de û li pey PDK û YNKê cîh girtiye. + +Pişka YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha ye: Cîgirê Serokwezîr, Wezarta Rewşenbîriyê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan. + +Lê YNK ji pişka xwe razî nîne û daxwaza Wezareta Navxwe, ku PDK ji xwe re hilgirtiye, jî dike. + +Silêmanî (Rûdaw) – Emîndarê berê yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, hewla lihevanîna rayedarên YNK û Tevgera Gorranê, ku piştî hilbijartinan pêwendiyên wan aloz bûne, dide. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, emîndarê berê yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, îro li bajarê Silêmaniyê serdana Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û endama Polîtburoya YNKê û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed kir. + +Li gorî agahiyan, di van hevdîtinan de Behadîn bi Mistefa û Hêro Xanimê re li ser çawaniya lihevanîna YNK û Gorranê gotûbêj kiriye û ji wan re hinek pêşniyar pêşkêş kiriye. + +Ofîsa Selahedîn Behadîn, jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, mamosta Selahedîn Behadîn li gorî berpirstiya xwe ya niştimanî tevgeriyaye û bi mebesta nehîştina her cure aloziyekê di navbera YNK û Gorranê de serdana wan kiriye. + +Li gorî agahiyên ofîsê, bersiva Newşîrwan Mistefa û Hêro Xanimê jî bo vê destpêşxeriyê erênî bûye. + +Piştî hilbijartinên 30 Nîsanê, li parêzgeha Silêmaniyê di navbera YNK û Gorranê de bi taybet di medyayên her du partiyan de alozî derketibû. + +Kobanê (Rûdaw/ANF) - Piştî ku komên çete yên DAIŞ’ê di 3’ê Gulanê de êrîşî Girê Sêvê li başûrê Kobanê kirin, hêzên YPG’ê çalakiyek bersivdayînê ya bi bandor lidar xist. Di çalakiyê de 35 çete hatin kuştin, yek hate girtin û gelek cebilxane jî hatin desteserkirin. Li rojhilatê Kobanê jî 7 çete hatin kuştin. Di çalakiyan de 2 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. + +Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kobanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG’ê şevê din saet di 01.00’an de li başûrê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ";çalakiya dilsoziya bi şehîdên Girê Sêvê (Girê Şehîd Xabûr) re"; li dar xistine. + +Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 35 çete hatine kuştin, yek bi saxî hatiye girtin û cenazeyê 4 çeteyan ketine destê YPG’ê. + +Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin û ev cebilxane jî wiha hatin rêzkirin: ";4 Kilaşînkof, 43 carcor, 2 BKC, Doçkayek 14.5, dockayek 23, kemberek teqemeniyê, dûrbînek şevê, 500 guleyên kelaşnîkof, hezar guleyên BKC, 368 guleyên docka 23, 196 guleyên pêşketî yên doçka 23 û 6 sindoqên doçka."; + +Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan piştî ziyanên mezin dîtin, neçar mane paşve vekişin. + +Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiyê de şervana YPJ'ê ya bi navê Rûken Kobanê û şervanê YPG'ê Reşîd Ebdullah bi nasnav Rizgar Efrîn jiyana xwe ji dest dane. + +Navenda çapemeniyê, bi daxuyaniyek cuda, destnîşan kir ku îro jî li gundê Bîrkino, Cilbê û Girê Sor ên li rojhilatê Kobanê jî bi çeteyên ku êrîş pêk anîn re şer derketiye. Navenda çapemeniyê ragihandin ku di encama şer de, li Bîrkino çeteyek, li gundên Cilbê û Girê Sor jî 6 çete hatine kuştin, her wiha li Bîrkino 2 wesayît hatin ruxandin. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Hevşaredarên Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn mal û sermiyanên xwe yên şexsî aşkere kirin. + +Şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo şefafî û zelaliyê, dema hevşaredar dest bi erkên xwe dikin mal û sermiyanên xwe yên şexsî yek bi yek aşkere dikin. Heman kar di bidawîhatina erkên hevşaredaran de jî tê dubarekirin. BDP bi vî awayî di şaredariyên xwe de rê li ber eger û îhtîmala gendeliyê digirin û neçar dike hevşaredar hesab bidin dengderên xwe û niştecihên wî bajarî. + +Di civîna aşkerekirina sermiyana hevşaredaran de tenê hevşaredar Mehmet Alî Bûl tevlî civînê bû. Hevşaredar Nûrhayat Altûn jî ji ber ti tiştek wê tine, her pêwîstî nedît tevlî civîna aşkerekirina sermiyanê bibe. + +Altûn di derî de bi xêrhatina rojnamevanan kir û got ku ti tiştek li ser navê wê tine û got ";Tenê çend zeviyên ji bavê min mane hene, ew jî ji ber hê di navbera min û xwişk û birayên min de nehatine parvekirin, ne li ser navê min e";. + +Bûl di civînê de aşkere kir ku tenê maleke wî û otomîbleke wî heye û got ";Malek min heye ku min pênc sal berê kirîbû. Herwiha otombîleke min a cor Vosvogen a modêl 2008 heye. Wekî din li gundê Haciyan ên ser bi navçeya Pêrtagê hinek zeviyên ji bavên min mane hene. Deynên min hene ku dema min ji xwe re xanî û otombîl kirîbûn, min kirêdî ji bankan kişandibû. Çend sal berê ez xanenişîn bûm, mûçeya xanenîşiniyê werdigirim. Wekî din ti tiştek min tine, çi heye ev in";. + +Hevşaredar Mehmet Alî Bûl di sala 1967an de li navçeya Pêrtagê ya ser bi Dêrsîmê ji dayîk bûye.Di sala 1981ê de Dûvnavendiya Endustri Meslek (Pîşeyî) ya Dêrsîmê qedandiye. Ji sala 1992yan û heta bibe hevşaredar di rêveberiya taybet a bajarê Dêrsîmê de dixebitî, ji vî karê xwe xanenişîn bûye. Endamê sendîkaya YOL-ÎŞê bû. Di hilbijartinên vê sendîkayê yên sala 2010an de wekî sekreterê darayî yê desteya rêveber ê baskê duyem hat hilbijartin. Ew zewiciye û bavê du zarokan e. + +Kobanî (Rûdaw)- Di encama şerê di navbera çekdarên Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAÎŞ) û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Sêvê li başûrê Kobanî de, bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin. + +Çekdarên DAÎŞê berî çend rojan bi top û çekên giran û bi 4 tankan êrîşe şervanên YPGê li gundên Sêvê û Xurûs û derdora wan li başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û ew derdora 24 seetan xistin bin kontrola xwe. + +YPGê şeva yekşemê bi alîkariya û Ketîbeyên Şems el-Şemal a girêdayî Artêşa Azad, êrîşî çekdarên DAÎŞê li her du gundan kirin û girê gundê Sêvê ku ew girekî stratejîk e ji aliyê leşkerî ve û herwiha gundê Xurûs û derdora wan ji destê DAÎŞê derxistin. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku ";di şerê li gundê Sêvê de 35 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, yek hate girtin û şervanên YPG/YPJê jiyana xwe ji dest dan";. + +Lê çavkaniyekê ji ragihandina YPGê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";di encama şerê rojên şemî û yekşemê de 13 şervanên YPG û YPJê jiyana ji dest dane, ji wan 5 keç ji şervanên YPJê ne û 8 mêr û xort jî ji şervanên YPGê ne, herwiha 8 şervanan jî birîndar bûne";. + +YPGê li ser rûpela xwe ya taybet navê û nasnameya 4 keç û 7 şervanên YPGê aşkere kiriye ku di şer gundê Sêvê de jiyana xwe ji dest dan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê çarşemê parêzerê Kurd Mesûd Şemsnijad li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê li ber dadgeha inîlabê ya bajêr amade bibe. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her sê parêzeran Salih Nîkbext, Ebas Cemalî û Osman Muzeyen wê li dadgehê bergiriyê li muwekilê xwe Mesûd Şemsnijad bikin. + +Di çend rojên borî de saziya bi navê ";Parêzerên Piştgirên Mafên Mirovan"; ku Şêrîn Ebadî serokatiya wê deik, rexne li navenda parêzerên parêzgeha Ormiyê kirin û piştgirî da parêzer Mesûd Şemsnijad. + +Şemsnijad piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî ya li zanîngeha Nazlû ya bajarê Ormiyê, ragihandibû ku ew amade ye parêzertiya dosyeya wê bike, lê piştî çend rojan rayedarên bajarê Ormiyê di nameyekê de ji Şemsnijad re ragihandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar jê hatiye standin û ew nikare parêzertiyê bike. + +Sala borî parêzer Mesûd Şemsnijad ji ber sedemeke nediyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Ormiyê ve hatibû girtin û piştî 34 rojan hatibû berdan. + +Şemsnijad parêzertiya gelek girtiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Ev yek jî yek ji sedema girtin û dadgehkirina wî parêzerê Kurd e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku rêberê rêxistina Qaîde Eymen Zewahirî bang li wan kiriye li dijî hev şer nekin û şer rawestînin, lê belê şerê di navbera baskê Qaîde li Sûriyê Cebhet el-Nusra û rêxistin bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li çend navçeyên Sûriyê didome. + +Roja înê Eymen el-Zewahirî di tomareke dengî de daxwaz ji Cebhet el-Nusra kir ku şerê xwe yê li dijî DAÎŞê rawestîne, el-Nusra jî di daxuyaniyekê de bersiv da û ragihand ku ewê pêgirê daxwaza el-Zewahirî be, lê di heman demê de tekîd kir ku ewê li hember her êrîşekê ku li dijî wê bê kirin, bergiriyê li xwe bike. + +Berûvajî vê daxwaz û pêgiriyê, şerê di navbera el-Nusra û DAÎŞê de li parêzgeha Dêrezorê berdewam e. Li gor çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, di şerê navbera her du aliyan li Dêrezorê de birayê emîrê DAÎŞê li wê parêzgehê Fayiz el-Refdan hat kuştin. + +Fayiz di şerê li rojhilatê Dêrezorê hatiye kuştin û hat gotin ku di heman şerî de emîrê DAÎŞê Amir yê ku bi navê Ebû Omer tê naskirin, hatiye kuştin. Lê DAÎŞê ev yek red kirin. + +Li aliyê din, Cebhet el-Nusra got ku emîrê wê li bajarê Busra el-Şam li başûrê Sûriyê Elî Hisên el-Nihêmî û hevjîna wî hatine kuştin. Lê ti zaniyarî derbarê awayê kuştina wan de aşkere nekirin. + +Şerê di navbera el-Nusra û DAÎŞê de li gelek navçeyên Sûriyê qewimiye, lê şerê herî giran û dijawr li parêzgehên Hesekê û Dêrezorê bû ku di encam de bi sedan kes û serkirde ji her du aliyn hatin kuştin. Li hinek navçeyan el-Nusra biserdiket û li hinek navçeyên din jî DAÎŞ biserdiket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanê Kurd Emîr Hamid ji 11ê meha çile ya borî ve ji aliyê grûpeke çekdarên nenas ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye nrevandin û li ser revandina wî gengeşe di navbera hêzên asayişê û malbata wî de derketiye holê. + +Birayê Emîr Hamid, Mesûd Hamid li ser rûpele xwe ya Facebookê derbarê çarenivîsa birayê xwe de nivîsandiye ku ";birayê wî li cem îstixbarata YPGê, ya ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, girtiye";, YPGê jî heta niha ti daxuyanî derbarê vê bûyerê de belav nekiriye. + +Li şûna YPGê, vê carê asayişa giştî ya Rojavayê Kurdistanê ku ew jî bi ser PYDê ve tê naskirin, daxuyanî da û tê de tekîd kir ku ";Emîr Hamid ne li cem wan û ne li cem ti aliyekî fermî li Rojavayê Kurdistanê girtiye û ew lêkolînê li ser bûyerê dikin";. + +Mesûd derbarê bûyerê de nivîsandiye ku ";birayê wî Emîr roja 11ê meha çile li nav mala xwe ji aliyê 8 yan 9 kesên ku cilê YPGê li xwe kiribûn, hat girtin, herwiha hemwelatiyekê Ereb bi navê Ekrem, qaçaxçiyê bi navê Mistefa Medî û keçeke ku dixwest biçe Tirkiyê jî ligel wî hatin girtin";. + +Mesûd herwiha dibêje ";Otombîla ku birayê wî revadniye rengê wê spî û ji curê Isuzo bû û di xala kontrolê ya li ser rêya di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê re derbas bûbû û piştî 6 saetan Mistefa Medî, Ekrem û keç serbest hatin berdan, lê Emîr nehat bedan";. + +Asayişa PYDê di daxuyaniya xwe de got ku ";lêkolîna li ser bûyerê hîn berdewam e û li gor encamên destpêkê kesên ku ligel Emîr bûn, wate Mistefa Medî, keça bi navê Hela, Ekrem û yekî din bi navê Ebdo ti zaniyarî derbarê bûyera revandinê de nizanin";. + +Birayê Emîr li ser vê daxuyaniya asayişê dibêje ku ";ji roja yekê de haya serkirdatiya asyaişê ji bûyera revandinê heye û Emîr jî li cem istixbarata YPGê girtiye";. + +Birayê Emîr Hamid herwiha li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";Ekrem ê ku ligel Emîr hatibû girtin tekîd kiriye ku kesê Emîr girtine ji YPGê ne û gefa kuştinê lê xwarine eger vê yekê aşkere bike";. + +Birayê Emîr Hamid li ser navê malbatê xwe, rêveberiya xweseriya demokrat ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, wek aliyê berpirsyar li hember revandina birayê xwe dide zanîn. + +Bûyerên revandina çalakvanan li Rojavayê Kurdistanê gelek in, ji wan revandina serkirdeyê di Yekîtiya Hêzên Demokrat Cemîl Ebû Adil li Qamişlo û revandina endamê polîtbîroya el-Partî Behzad Dûrsin li Dêrikê ku heta vê gavê çarenivîsa wan nediyar e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Çilaxa yê li rojhilatê bajarê Qamişlo, ofîsa serkirdeyê Kurd Nesredîn Birhik ê ku di sibata 2012an de ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin, ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin. + +Çavkaniyekê ji malbata Nesredîn Birhik nûçeya şewitandina ofîsa ku kurê Nesredîn Birhik, Ela birêve dibe, ji Tora Medyayî ya Rûdawê piştrast kir û got ku ";Çend kesên nenas dora saet 1.30 şevê agir berdane ofîsê";. + +Çavkaniyê herwiha got ku ";berî niha çend caran kesên nenas di rêya telefonê re gef li Elaa xwaribûn ku eger ew wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Nesredîn Birhik ji nav ofîsê dernexîne, ewê ofîsa wî bişewitînin";. + +Çavkaniya ji malbata Nisredîn Birhik aşkere kir ku îro dora saet 6ê sibehê ew pê hesiyan ku ofîs bi temamî hatiye şewitandin û got ku ";ew nizanin bê kî ofîsa wan şewitandiye";. + +Ew ofîsa ku dikeve orta bajarokê Çilaxa de yê ku Kurd, Ereb û Xristyan tê de dijîn, ofîseke taybete bi karên bazirganî û tîcaretê. + +Li aliyê din, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser rûpela xwe Facebookê nivîsandiye ku kesên nenas druşmên ku gefa kuştinê li endamên wan dike li ser dîwarên ofîsa wan a li bajarokê Çilaxa nivîsandine. + +Li gor wêneya ku li ser rûpelên Facebookê belav bûye, li ser dîwarê ofîsa PDK-Sê li Çilaxa bi zimanê erebî hatiye nivîsandine ku ";emê we di xendeqan de veşêrin";, wek amajeyekê ji bo xendeqa ki di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin. + +Bûyerên şewitandina ofîsên partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelek caran çêbûne û yekemîn ofîs di bûyerên li bajarê Amûdê de hatibû şewitandin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sêşemê wê veqetandin û hejmartina dengên ku di proseya dengdana taybet de ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê hatine dayîn, destpêbike. + +Rûdaw pêşîbînî dike ku encamên dengdana taybet li Başûrê Kurdistanê bi vî awayî bin: + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 70-75 hezar deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 55-60 hezar deng + +Tevgera Gorran: 15 hezar deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 1500 deng + +Di proseya dengdana taybet de ku roja 28ê nîsanê birêveçû, hêzên leşklerî û ewlekariyê, nexweş û karmendên nexweşxaneyan û girtî û karmendên zindanan dengê xwe bi kar anîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanekî Kurd bi navê Azad Dawd li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke nenas ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyare. + +Çavkaniyeke nêzîkî malbata Azad Dawd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Azad roja yekşemê dora saet 12ê şevê li orta bajarê Dêrikê ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin";. + +Li gor wê çavkaniya ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ";Azad dema ji kafînêta bi navê Clicknet derdiket û vedigeriya malê, ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin";. + +Çavkaniyê tekîd kir ku Azad xwendekarê sala sêyem a beşa matmatîk ya zanîngeha Şamê bû û li nav bazara Şamê pirtûk difiroştin ji bo ku debara jiyana xwe peyda bike. Ew piştî teqîna navenda ewlekariya neteweyî di tîrmeha sala 2012an de ji Şamê derket û vegeriya bajarê Dêrikê. + +Çavkaniyê herwiha got ku Azad kesekî serbixwe ye û têkiliya wî bi ti partî û rêxistineke siyasî ve tine ye û bi tenê tevlî çalakiyên rewşenbîrî û çandî dibû. + +Derbarê pirseke Rûdawê de ku gelo heta niha grûpa ku Azad revandiye telefona malbata wî kiriye yan ne, çavkaniyê ragihand ku li gor zaniyariyên wî ";heta niha ti kesî telefona malbata Azad nekiriye";. + +Dêrik wek bajarê herî ewlekar û aram li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û ew di bin kontrola YPG û hêzên asayişê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê encamên ne fermî yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê li Tirkiyê bi vî awayî ne: + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 68 deng + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 62 deng + +Tevgera Gorran: 26 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 23 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 23 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê: 2 deng + +Hevpeymaniya Kurdistanê li Neynewayê: 0 + +Duhok (Rûdaw)- Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Duhokê, namzedekî partiyeke îslamî li navçeyeke Êzdiyan 60 deng herî bi dest xistine û rêjeya dengên namzedeke jin jî bilind bûye. + +Namzeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê Necîbe Necîb yek ji wan namzedane ku hejmareke mezin a dengan li parêzgeha Duhokê bi dest xistiye. + +Necîbe Necîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Civaka kurdî ew yek nîşan da ku ew civakeke demokrat e û dizane kî ji bo cihê guncayî hilbijêre";. + +Li navçeya Şariya ku hemû nişteciyên wê ji ola Êzdî ne, namzedekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 60 deng bi dest xistine. + +Ew nazmed ji Rûdawê re dibêje ";Ev nîşaneke ku ol û eşîret bandora wan li ser hilbijartinê û dengdana xelkê Duhokê tine ye";. + +Enqere (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurukçû ragihand ku namzedê wan ji bo serokomariyê wê nûnertiya hemû gelên li Tirkiyê bike. + +Kurukçû dibêje di civîna HDPê li Parlamentoya Tirkiyê de got ku ";ew qet nazmedên ku CHP û MHPê diyar dikin napejirînin, ji ber ku yan ew îslamiye, yan jî netewpereste û êdî gelên li Tirkiyê serokomarê wiha qebûl nakin";. + +Kurukçû diyar kir ku ";ewê namzedekî ku nûnertiya gelên hejar û yên ku dewletê ew zilm kirine û hemû gelên li Tirkiyê bike, derbixînin û dakevin hilbijartinên serokomariyê";. + +Hevserokê HDPê ji bo gelê Afganistanê jî sersaxî xwest û got ";ji bo 2500 kesên ku li Afganistanê di bin erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, em sersaxiyê dixwazin";. + +Serê Kaniyê (Rûdaw)- Çavkaniyeke ji herêma Serê Kaniyê aşkere kir ku ev çend rojin hêzên YPGê bi hênceta ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, dest bi derkirina çend malbatên bajêr kiriye. + +Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";heta niha 4 malbatên Kurd ên ji mala Paşê, 3 malbtên Çeçanî, 2 malbatên Tirkman û çend malbatên Ereb ji aliyê hêzên YPGê ve ji bajarê Serê Kaniyê hatine derkirin";. + +Bi gotina wê çavkaniyê, ew malbat bi hênceta ku ";kurên wan di nav Artêşa Azad û grûpên îslamî de ku şerê YPGê dikin, hatine derkirin";. + +Çavkaniyê herwiha got ku ";operasyonên derkirina van malbatan ji aliyê fermandarekî YPGê bi navê Hisên Koçer ku dosye û melefê pêkhateyên din ên Cizîrê di destê wî de, tê birêvebirin";. + +Çavkaniyê aşkere kir ku malbatên tên derkirin li herêmên li derveyî rêveberiya xweseriya demokrat a ku PYD û hevlabendên wê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, tên bicîkirin. + +Derbarê rewşa niha ya bajêr û navçeyê de, çavkaniyê got ku ";Aloziyeke mezin di navbera YPGê û Erebên herêmê de çêbûye, bi taybte piştî hilmetên vê dawiyê yên hêzên YPGê û asayişa PYDê li rojavayê Serê Kaniyê ku di encam de hemû çek û xencerên di nav malên Erebên herêmê de ji aliyê wan hêzan ve hatin destserkirin";. + +Bi gotina çavkaniyê, ";Fermndarê YPGê Hisên Koçber nehêştiye Erebên li navçeyên rojavayê Serê Kaniyê erd û baxên xwe jî av bidin";. + +Rûdawê çend caran telefona berdevkê rêveberiya xweseriya demokrat Ciwan Mihemed kir ji bo ku nêrîna wan bistîne, lê telefona wî ne li ber dest bû. + +Mûş (Rûdaw) – Li navçeya Varto ya Mûşê li Bakûrê Kurdistanê, di encama êrişeke çekdarî de li dijî avahiya Cemxaneya elewiyan, 2 kes mirin û 4 jî birîndar bûn. + +Şeva borî li gundê Emera yê Vartoyê, di navbera xizmên muxtarê gund Cahît Guney û muxtarê berê yê gund û namzedê muxatariyê Alî Ekber ku nekarîbû di hilbijartinên 30ê Adarê de biser bikeve, li ser muxatariya gund şer û pevçûn derket. + +Li gorî agahiyan, ev bûyer li Cemxaneya gund de rû da û Alî Ekber bi çeka xwe gulle berda derdora xwe û di encamê de birayê muxtar Mahmûd Guney li cihê bûyerê mir û welatiyên bi navê Oktay û Zubeyde Goran û Talîp Erdogan jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, xûşka muxtar Gulbahar Çîçek jî îro danê sibê li nav baxçeyekî de kuştî hatiye dîtin û bi vî awayî ji malbata muxtarê gund 2 kes hatin kuştin. + +Hat gotin, Alî Ekber piştî bûyerê reviyaye û heta niha nehatiye girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, 160 girtiyên îranî li Herêma Kurdistanê hene ku zêdebarî rizamendiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser veguhestina wan bo Îranê, heta niha ev yek nehatiye cîbicîkirin. + +Beriya niha her du wezîrên Dadê yên Îran û Iraqê ragihandin, Îran û Iraqê li ser veguhestina girtiyên xwe rêkeftinek îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê, Îran dê girtiyên iraqî radestî Iraqê bike û Iraqê jî girtiyên îranî radestî Îranê bike. + +Berdevkê Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê Nerîman Talib, ji Rûdawê re got, ji ber ku Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye lewma ew rêkeftin Herêma Kurdistanê jî vedigire. + +Ji aliyekî din, serokonsulê Îranê li Hewlêrê Ezîm Husênî, ji Rûdawê re got, me heta niha çend caran ji rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku girtiyên îranî radestî Îranê bikin û Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe jî rizamendî li ser vê yekê nîşan dane lê heta niha ji ber hinek sebeban ev yek nehatiye cîbicîkirin. + +Li gorî Husênî, niha li Herêma Kurdistanê 160 girtiyên îranî hene. + +Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Iraqê jî, 130 girtiyên iraqî li Îranê girtî ne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û Endama Polîtburoya YNKê û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed ji medyayên xwe xwestin, êdî li dij antî-propagandayê nekin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa îro danê sibê bi komek karmend û berpirsên medyaya Gorranê civiyaye û ji wan daxwaz kiriye ku hewla aramkirina aloziya ku ji ber hilbijartinan di navbera Gorran û YNKê de çêbibû, bidin. + +Çimkî, ev demek e medyayên YNK û Gorranê ji ber hilbijartinên vê dawiyê yên Kurdistanê, bi tundî êrişî hev dikin lê li gorî ku lîderên her du aliyan dibêjin, êdî armancên wan di hilbijartinan de bidest ketiye û divê rewş aram bibe. + +Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, endama polîtburoya YNKê û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed jî mîna Newşîrwan Mistefa ji medyaya YNKê xwestiye hewla aramkirina rewşa niha bidin. + +Ev di demekî de ye ku emîndarê berê yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, duh serdana Newşîrwan Mistefa û Hêro Xnimê kiribû û ji wan xwestibû, vê aloziyê bidawî bikin, wan jî bersivên erênî dabûn Behadîn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, diyar kir ku Serokomariya Iraqê mîna her car dîsa pişka YNKê ye. Pîre li dijî Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku ragihandibû, divê namzedê serokomariyê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were pesendkirin, jî nerazîbûn nîşan da. + +Li Iraqê ji piştî ku rêveberiya welêt radestî iraqiyan hat kirin, li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê, serokomarî bû pişka kurd û ji nav partiyên kurdî jî bû pişka YNKê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî du dora bû serokomar. + +Ji aliyekî din, beriya niha Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû, serokomariya Iraqê dîsa pişka kurd e lê divê vê carê namzedên serokomariyê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve werin pesendkirin. + +Li hember vê yekê, endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got, serokomariya Iraqê jixwe pişka YNKê ye û dê her wisa bimîne jî. + +Seidî Ehmed Pîre, li ser daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî got, ew kesê ku ev tişt gotiye ne bi xêra kurdan gotiye çimkî serokomarî pişka kurd e û YNK dê namzedê xwe destnîşan bike. + +Ji aliyekî din, li gorî agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên xwe yên di nav YNKê de zaniye, endamê polîtburoya YNKê Dr. Necmedîn Kerîm ji serokomariya Iraqê re nehatiye namzedkirin ji ber ku yên ku şansê wan heye Berhem Salih û Fuda Meisûm in. + +Tevgera Gorranê jî mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê yekê tekez dike ku divê namzedên serokomariyê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bên pesendkirin û nabe ti hêzeke kurdî bêyî ku haya hêzên din jê hebe bi Bexdayê re bikeve nava liv û tevgeran. + +Amed (Rûdaw) – Hat zanîn yek ji wan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li devera Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê li dijî komên radîkal de jiyana xwe ji dest dabûn, keça berpirsekî BDPê ye. + +Çend roj berê kurê şaredarê navçeya Sûrê ya Amedê Seyîd Narîn, Alî Narîn bi navê kod Dilşad Ehmed li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê YGPê li dijî komên radîkal de jiyana xwe ji dest dabû. + +Hîn şîna kurê Seyîd Narîn bidawî nebibû ku îro jî xebera kuştina keça hevserokê rêxistina BDPê yê navçeya Çermikê ya Amedê Haşim Demîrkol, Hêlîn Demîrok bi navê kod Hêlîn Amed hat. + +Li gorî agahiyan, Hêlîn Demîrkol li devera Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye. + +Duh jî YPGê ragihandibû, li başûrê Kobanê di şerê li dijî DAIŞê de 42 çekdarên DAIŞê hatin kuştin her wiha 2 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, li ser mijara kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr rexne li PDKê girt û got, PDKê di mijara xendeqê de bi serê xwe biryar daye û ev jî tiştekî rast nîne. Mela Bextiyar, her wiha ragihand, ti karîgeriyeke Îranê di standina biryarên siyasî de li ser YNKê tine. + +Berpirsê Desteya Kargêriyê ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, di hevpeyvînekê de digel Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin, ragihand ku çi hilbijartin hebe çi nebe YNK li ser ";giraniya"; xwe di hikûmet û Herêma Kurdistanê de rijd e. + +Mela Bextiyar, anî ziman ku YNK di hilbijartinên vê dawiyê de ";dîsa rabû ser xwe"; û li ser rewşa tenduristiya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî jî wiha got: ";Rewşa Mam Celal baştir e, jixwe beşdariya wî di hilbijartinê de karîgeriyek mezin di vê serkeftina YNKê de hebû."; + +Li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava jî Mela Bextiyar, rexne li PDKê girt û got, pêwîst nedikir xendeq were kolandin jixwe eger PDKê bi me û hêzên din ên başûr re li ser vê mijarê gotûbêj bikira me dê çareseriyek din peyda bikira û ev aloziya niha ya navbera PYD û PDKê jî çênedibû. + +Mela Bextiyar, ragihand, helbet eger mijara kolandina xendeqê ji aliyê Encumena Wezîran ve biryar hatiba dayîn YNKê dê piştgirî bikira çimkî dibû biryara hikûmetê. + +Berpirsê desteya kargêriyê ya polîtburoya YNKê li ser hewlên çareserkirin û lihevanîna PDK û PKK-PYDê jî got, em her dem dibêjin ku divê rayedarên PDK û PKK-PYDê bi hev re rûnên û arîşeyên xwe çareser bikin emê jî alîkariyê bidin wan. + +Mela Bextiyar, destnîşan kir ku eger li Rojavayê Kurdistanê hêzeke din a çekdar û milî bê avakirin dê bibe sedema şerê navxwe ji ber wê jî eger hêzên partiyên din ên Rojava heye dikarin tevlî hêzên PYDê (YPG) bibin. + +Li gorî Mela Bextiyar, pêwendiyên navbera Tirkiye û PDKê tiştekî normal e û ev jî pêşwaziya vê yekê dikin. + +Wî rayedarê YNKê li ser têkiliyên YNK û Îranê jî wiha axivî: ";Ti karîgeriyek Îranê di standina biryarên siyasî yên YNKê de tine."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ên ku di 6ê Gulana 1972yan de hatin darvekirin, li navenda bajarê Dêrsîmê bi çalakiyeke girseyî hatin bîranîn. +Çalakiya ku bi serpereştiya Partiya Kedê (EMEP) bi piştgiriya pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger û bi sedan niştecihên bajêr li Kolana Hunerê bi xwepêşandanê dest pê kir, li Meydana Seyîd Riza berdewam kir. +Di bîranînê de Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl got ku nabe ku dewletek pêşengên gênc ên wî welatî bikuje. +Li Meydana Seyîd Riza piştî rêzgirtinê ji Baskê Gêncan ê EMEPê Hasret Kanar axivî. Kanarê, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan hersê pêşengên gêncan ên 42 sal berê hatin darvekirin, bibîr anî û hersê wekî 'Sê Şitil' bi nav kir. + +Kanarê, di vî warî de wiha daxuyand: "Hersê şitil ji aliyê serdestan ve wekî 'xayînê welat' hatin binavkirin û bi vê hincetê darve kirin." +Kanarê, destnîşan kir ku dema Denîz Gezmîş û hevalên wî kişandin ber sêdarê jî banga 'têkoşîna serxwebûnê ya gelê Kurd û Tirk' dikir. +Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl jî got ku ew li beramber bîranîna 'pêşengên tevgera şoreşger' bi rêzdarî bejna xwe ditewîne. Bûl, wiha pê de çû: "Dewletek bînin ber çavên xwe, ku ev dewleta ji pêşengên gêncan ditirse, pêşengên gêncan ên rê li ber guhertin û veguhertinan vedikin dikujin! Ez li ber pêşengên ku dema diçûn ber sêdarê jî ji bo dostaniya gelan diqêriyan, dubare bejna xwe ditewînim. Bîr û hizra ku gelên cûda jî hene derxistin meydanê. Bi canên xwe bîr û hizra xwe selmandin." +Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Alî Ekber Kaya bang li gelê Tirk kir û di vî warî de wiha pê de çû: "Ez bi bîranîna van pêşengên şoreşger re, ji Kurdistanê bang li gelê me yê Tirk dikim, ev têkoşîn ji bo we ye jî. Werin em li hemberî mêtingerî û sitembariyê bibin yek. Hejar, bindest û kedkarên hemû welatan xwişk û bira ne û armancên wan yek e." +Di bîranînê de Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûstafa Taşkale, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsîmê Fatma Kalsen û Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Dêrsîmê Ergîn Dogrû jî têkildarê girîngiya vê rojê axivîn. +Piştî axaftinan çalakiya bîranînî, bi sitran û sînevîzyona li ser 'Sê Şitlan' berdewam kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteyên herdemî yên di nav Parlamentoya Kurdistanê de li gor rêkeftinê, di navbera frakisyonan de hatin parvekirin û biryar e di civîna îro de parlamento deng li ser wan bide. + +Her komîteyeke parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û biryarderê komîteyê pêk tê û bi vî awayî di navbera frakisyonan de hatine parvekirin: + +Komîteya yasayî: PDKê, Gorran, YNKê + +Darayî: YNKê, Gorran, PDKê + +Navxwe: Gorran, PDKê, YNKê + +Çandinî: Xristiyan, Yekgirtû, PDKê + +Mafên Jinan: Serok nehatiye diyarkirin, Yekgirtû, biryarder nehatiya diyarkirin + +Perwerde: PDKê, Gorran, YNKê + +Tenduristî: Gorran, YNKê, PDKê + +Civakî: PDKê, cîgirê serok nehatiya diyarkirin, Gorran + +Avakirin: Gorran, YNKê, PDKê + +Rewşenbîrî: PDKê, YNKê, Gorran + +Ewqaf: PDKê, Komel, Yekgirtû + +Pêşmerge: PDKê, YNKê, Yekgirtû + +Mafên Mirovan: Komel, PDKê, biryarder nehatiya diyarkirin + +Pîşesazî û Enerjî: Yekgirtû, PDKê, Gorran + +Şaredarî: Gorran, Xristiyan, PDKê + +Mafên Bikarbir: Serok nehatiya diyarkirin, PDKê, Gorran + +Werziş û Lawan: Serok nehatiya diyarkirin, PDKê, biryarder nehatiya diyarkirin + +Destpakî: Yekgirtû, PDKê, Komel + +Civaka Sivîl: YNKê, Gorran, PDKê + +Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyekî Amedê ragihand ku ew kesê êrîşî wan kiribûn û cilê gerlîayên PKKê li xwe kiribûn ";cerdevan"; bûn. + +Hemwelatiyê bi avê Ramazan Îpek ragihand ku ";dema ew li qehwexaneya gundê Karpuzluya girêdayî navçeya Pasûra ser bi Amedê rûniştî bûn, 5 kesên ku cilê gerîlayên PKKê li xwe kiribûn û di destê wan de çek hebû êrîşî wan kirine û li wan xistine";. + +Îpek ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku ";ew her pênc kesên cilê gerîlayan li xwe kiribûn, ser çavê xwe girtibûn, lê ew ji dengên wan re naskir ku ew cerdevanin";. + +Ramazan Îpek destnîşan kir ku ";wan li dadgeha Pasûrê doz li dijî wan cerdevanan vekiriye û dozgeriya navçeyê jî lêpirsîn destpêkiriye";. + +Herewiha cîgira serokê BDPê Meral Beşteş tev grûpeke girseyî li ber dadgehê kombûn û li wir Beştaş ji raya giştî re ragihand ku ";ji bo ku pêvajoya aştî û çareseriyê têk bidin, gelek kesên ku ji vê pêvajoyê aciz bi çalakiyên wiha dixwazin kompluyan bikin û derbe li pêvajoyê bixînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke wezareta samanên siruştî ya Herêma Kurdistanê bi serpereştiya alîkarê wezîr Teha Zengene ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve birêket. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew serdan wê 2 rojan berdewam bike û tê de şande wê ligel berpirsên Îranê bicive. + +Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax ji Rûdawê re ragihand ku armanca serdanê ewe ku projeyekê amade bikin ji bo cîbicîkirina rêkeftina ku heftiya borî li Hewlêrê hat îmzekirin. + +Di heftiya borî de Herêma Kurdistan û Îranê girêbestek îmze kirin ji bo ku gaza siruştî ya Îranê bigihe malan. + +Ew girêbest wê 20 salan berdewam bike. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê bi vî awayî ne: + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 200 hezar deng, 47% + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 63 hezar û 347 deng, 15% + +Tevgera Gorran: 23 hezar û 713 deng, 5% + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 7 hezar deng, 1% + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 4 hezar deng, 0.95% + +Hevpeymaniya Erebî: 30 hezar deng, 7% + +Eniya Tirkmanî: 50 hezar deng, 11% + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî serdana parêzgeha Îlam li Rojhilatê Kurdistanê kir û soz da ku bajêr di hemû waran de pêşve bibe. + +Rûhanî îro serdana bajarê Îlamê kir û li pêşiya hejmarek mezin a xelkê bajêr axifî. + +Rûhanî di axaftina xwe de ragihand ku di çend salên bê de ewê hewl bidin kertên tenduristî û çandiniyê li parêzgeha Îlamê pêşbixin. + +Serokomarê Îranê herwiha got ku dê nexweşxaneyeke ku ji 400 textan pêktê li Îlamê çêbikin. + +Rûhanî di serdana xwe ya îro de wê ligel berpirsên parêzgehê bicive û wê serdana nûnerê Îlamê di Parlamentoya Îranê de jî bike. + +Berî niha nûnerên Îlamê li parlamentoyê Ehmed Şahanî gotibû ku Rûhanî wê tevlî civîna encûmena îdareya parêzgeha Îlamê jî bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya navçeya Licê ya Amedê Rezan Zigurlî ku biçûktirîn seroka şaredariyê ye li Tirkiyê, ji aliyê dadgeha cezaya duwemîn a Amedê ve bi 4 sal û 2 mehan girtin hat ceza kirin. + +Li gor malperên inetrnetê ên BDPê, ji ber ku Rezan Zigurlî di salên 2010-2011 tevlî xwepêşandanan bûbû, dozgeriya Amedê di îdîanemaya xwe de 35 sal ceza jê re xwestibû, lê di 15ê gulana 2012an de tenê 13 meh ket zindanê. + +Hat ragihandin ku duwemîn dadgeha cezayê Amedê Zigurlî bi tometa ku endamê PKKê ye tawanbar kir û ji ber wê jî 5 sal ceza lê birîn, lê ji ber hinek sedemên sivikirinê ew biryar daxistin 4 sal û 2 mehan. + +Piştî qanûna qedexekirina dadgehên taybet derket, doza hevseroka şaredariya Licê Rezan Zigurlî ji nehemîn dadgeha cezayê derbasî duwemîn dadgeha cezaya Amedê bû û ji nûve hat dadgehkirin û ev ceza lê hat birîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî ku 3 rojan li Urdunê ma, îro çarşemê vegeriya Başûrê Kurdistanê. + +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî û şanda pê re di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re vegeriya. + +Di wê serdanê de Barzanî ligel şahê Urdunê Şah Ebdullahê duyem û hevdîtinek pêkanî û ligel rayedarên wî welatî jî civiyabû. + +Serokê Herêma Kurdistanê duh sêşemê beşdariya pêşangeheke leşkerî li Urdunê kiribû. + +Barzanî roja yekşemê li ser vexwendina şahê Urdunê serdana wî welatî kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê biryar da di nava heftiyekê de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne erkedarkirin. + +Îro çarşemê civîna duyem a Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin. Di civînê de piraniya parlamenteran biryar dan ku ji îro çarşemê de û heta heftiyekê pirsa binavakirina serokwezîr û cîgirê wî bê yekalîkirin. + +Li gor rêkeftina di navebra aliyên siyasî de, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) be. Îro jî 4 parlamenterên YNKê tevlî piraniya parlamenteran gotin ku divê pirsa binavkirinê di nava heftiyekê de bê yekalîkirin. + +Heta niha YNKê namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîr destnîşan nekiriye. + +Di civîna îro de herwiha komîteyên nav Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengên parlamenteran hatin avakirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja 2yê tîrmehê wê dîsa doza kuştina nivîskarê Kurd Musa Anter destpêbike. Dadgeha Cezayên Giran li Amedê biryar da ku berguman Abdulqadir Aygan di dadgehê de amade bibe û îfadeya wî were standin. + +Berî 22 salan li Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê, nivîskar Mûsa Anter hatibû kuştin. + +Di heman bûyerê de nivîskar Orhan Mîroglu birîndar bibû. + +Di dozê de bersûcên bi navê Hamît Yildirim, ku berê endamê PKKê bû, niha di zindanê de ye, Mahmut Yildirimê ku bi navê ";Yeşîl"; tê naskirin, reviyayî ye, Abdulkadir Aygan jî niha weke penaber li Swêdê dijî. + +Di doznameyê de derbarê mehkûman de cezayê muebetê tê xwestin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mulkiye kilinç bi tometa ku ";alîkariya PKKê kiriye tev du zarokên xwe wê têkeve zindanê. + +Li gor medyaya Tirkiyê, hemwelatiya bi navê Mulkiye Kilinç ji ber ku berî 3 salan pirtûkeke li ser PKKê firotibû karkeran, wê roja 19ê gulanê tev du zarokên xwe yên cêwî Lorîn û Ozgur ku temenê wan kêmtirî salekê, têkeve zindanê. + +Hat ragihandin ku Mulkiye Kilinç ji bo ku nekeve zindanê duh bi rayedarên wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêkanî. + +Herwiha ji bo ku Mulkiye dayika du zarokan nekeve zindanê, hat ragihandin ku gelek komele û saziyên sivîl kampaniyeke îmzeyan destpêkirine. + +Parêzerên Mulkiyê Kilinç dibêjin ku ewê biryara dadgehê hilweşînin û bihêlin muwkila wan ji nûve bê dadgehkirin û wê demê îhtîmala ku ceza jî bê hilweşndin heye. + + +Amed (Rûdaw)- Komeleya 78iyan li navenda xwe ya li bajarê Amedê ji bo rêzgirtin û bi bîranîna Denîz Gezmîş û hevalên wî daxuyaniyek xwendin û amaje kirin ku ";ew di rêya Denîz û hevalên wî de ne û dewletê tenê ew bi fîzîkî kuştin. Lê ew bi giyanê xwe yên tekoşîna azadîyê hîn jî dijîn û rêya tekoşeran ronî dikin";. + +Denîz Gezmîş û hevalên wî bi armanca azadî û serbixwebûnê, tekoşînek dabûn destpêkirin. Ligel vê yekê jî dewleta Tirkiyê ew bi anarşîstbûnê tohmetbar kiribûn. Piştî darizandinê, ji aliyê dadgeheke leşkerî ve biryara bidarvekirina wan hat dayîn. + +Rêveberê Komeleyê Hesen Esen dibêje ";Bi rastî jî nêzîkbûna Denîz Gezmîş ya ligel Kurdan pir ji dil bû û ji bo wî biratiya Kurdan pir girîng bû, ji xwe dema ew hat girtin û pêşiya were bidarvekirin jî helwesta xwe ya ji bo Kurdan dabû nîşan";. + +Denîz Gezmîş pêşiya were darvekirin di kêliya jiyana xwe ya dawî de qîr kiribû û gotibû ";Bijî biratiya gelê Kurd û gelê Tirk";. + +Stenbol (Rûdaw)- Li bajarê Stenbolê komek jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li hember biryara bidarvekirina jina bi navê Reyhaney Jabbarî çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Jinan di çalakiya xwe de bang li dewleta Îranê kirin ku biryarên bidarvekirinê bi dawî bike û Reyhaney Jabbarî berde. + +Çend roj berê serokwezîrê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan derbarê kuştina zarokan de gotibû ku dilê wî heye biryara bidarvekirinê bide lê şert û mercên Tirkiyê ji bo vê biryarê ne guncavin. + +Jinan di çalakiya xwe de bal kişandin ser vê daxuyaniyê jî. + +Jinan ji bo ku balê bikişînin ser rewşa bidarvekirinê û bi taybet jî ya Reyhan Jabbarî, kampanyayek îmzeyan jî dane destpêkirin. + +Enqere (Rûdaw)- Saziya fermî ya dîroka tirkan bi piştigiriya navenda lêkolînên sitartejîk yên li ser Rojhilata Navîn (ORSAM) û çend komeleyên Tirkmenan li paytextê Tirkiyê Enqereyê konferansek li ser rewşa Tirkmenên Rojhilata Navîn saz kir. + +Di konferansê de ligel nunerên Tirkmenan, li Tirkiyê gelek pispor û şarezayên mijarê beşdar bûn û li ser rewşa Tirkmenan ya civakî, siyasî û aborî gotar hatin pêşkêşkirin. + +Ji bo beşdariya konferansê ji Başûrê Kurdistanê jî Aydın Marûf beşdar bû û gotarek pêşkêşkir. + +Marûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku Tirkmen li Kurdistanê beşeke gelek girîng in û ev konferans dê bibe derfet ku ew li ser tirkmenan agahiyên zêdetir belav bikin. + +Berpirsiyar û sernivîserê rojnameya Hîlal Hîmdat, Sebah Bîlal jî girîngî bi peywendiyên Kurdan û Tirkmenan da û destnîşan kir kul li Başûrê Kurdistanê peywendiya Tirkmenan û Kurdan di asteke baş de ye. + +Amûde (Rûdaw)- Pêr, Duşemê, li gundê Qezal Çoxe li bajarê Amûdê kongreya ";Mala Îzîdiyan"; hat lidarxistin. + +Kongre bi pêşdariya berpirsên Rêveberiya Xweser ya Kantona Cezîrê, ku ji aliyê PYD û hevalbenêdn wê hatiye avakirin, û Îzîdiyên herêmê birêve çû. + +Di vê bare de Berekat Reşo rêvebrrê ";Mala Îzîdiyan"; ji Tora Medyaî ya Rûdawê re got: ";Yek ji encamên Mala Îzdiyan ewe ku ola me bû olek fermî di Kantona Cezîrê de, herwiha cejna me roja Çarşemê bû cejnek fermî."; + +Ji aliyê xwe cîgirê desteya olan di Kantona Cezîrê de, Burhan Berî ji Rûdawê re got: ";Sitem bi awayên veşartî li ser Îzîdiyan dihat kirin, da ku wan neçar bikn bibin Misilman."; + +Beşek mezin ji Îzîdiyên Rojavayê Kurdistanê koçberî derveyîw elat bûne, lê beşek din jî ji wan hê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê mane û dibêjin ew dev ji xaka xwe bernadin. + + +Dihok (Rûdaw)- Li zanîngeh Dihokê pêşangaheke navdewletî bo xwendin û xwendina bilind ji aliyê Navenda Lano ve hat vekirin. + +Mebesta vê pêşangehê pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo xwendekaran e bi rêya danasîna xwendekaran bi xwendia li zanîngehên taybet ên navdewletî. + +Di vê bare de Rêveberê Navenda Lano, Aştî Elaedîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Nêzîk 6 hezar xwendekar serdana vê pêşangeha me kirine. +xwendekarên zanîngehê serdana pêşangehê dikin da pirsiyarên xwe bikin û bizanin çi derfetên wan hene bo xwendina bilind li zanîngehên welatê Ewropa û Amrîka yê."; + +Herwiha navborî amajer kir ku pêşangehên ku ew vedikin tenê çend demjimêran berdewam dikin. + +Di vê pêşangehê de nûnerên 8 zanîngehan hebûn ku bersiva pirsên xwendekaran didan, di nav wan de jî nênerên zanîngehên Malîziyayê jî hebûn. + +Dihok (Rûdaw)- Veqetandin û hejmartina dengên proseya dengdana taybet li parêzgeha Dihokê berdewame û heta niha 7 hezar û 399 deng hatine veqetandin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê veqetandina dengan li Dihokê ragihand ku hejmara dengên ku heta niha hatine hejmartin 7 hezar û 399 deng, ji wan 248 deng nehatine hisab kirin. + +Li gor peymanêrên me pişka her aliyekî siyasî ji dengên dengdana taybet bi vî awayî ne:7135 + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 5 hezar û 727 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 542 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 423 deng + +Tevegar Gorranê: 267 deng + +Encûmena Kildanî Aşorî Siryanî: 64 deng + +Lîsteya Rafîdeyn: 43 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 30 deng + +Lîsteya Şilama: 22 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 17 deng + + +Qûştepe (Rûdaw)- Li kampa Qûştepe ya penaberên rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kuridstanê, hunermendên Kurd yên rojavayê Kurdistanê, konsêrtek lidarxistin. + +Ew konsêrt, ne bi armanceke darayî hate lidarxistin, lê ew weke xwedîderketin û bîranînekê bû ji bo 3 hunermendên Kurd ku berî demekê jiyana xwe ji dest dabûn. + +Weke tê zanîn, hunermend Siyamend Oskulî,dema ku dixwest biçe Ewrûpa, di ava Licê de, di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de, ketibû avê û xeniqî bû. Cemal Sedûn li Bulgaristanê wefat kiribû û Adil Husnî jî li Hewlrê di encama krîza dil de çûbû ser dilovaniya xwe. + +Di vê şahiyê de Neqîbê sendîkaya hunermendên rojavayê Kurdistanê hunermd Mehmûd Ezîz jî beşdar bû. + +Silêmanî (Rûdaw)- Veqetandina dengên proseya dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê berdewame. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê veqetandin û hejmartina dengan li Silêmaniyê ragihand ku heta niha 3 hezar û 750 deng hatine veqetandin û di nav wan de 150 deng hene ku nehatine hejmartin û encam jî bi vî awayî ne: +Bo encûmena parêzgeha Silêmaniyê +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 2hezar û 150 deng + +Tevgera Gorranê: 1 hezar û 102 deng + +Partiya Demokrata Kurdistanê 161 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 77 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 75 deng + +Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: 12 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 11 deng +Bo Parlamentoya Iraqê +YNK: 761 deng + +Gorran: 361 deng + +PDK: 130 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 61 deng + +Komela Îslamî: 58 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 20 deng + +Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: 12 deng + + +VT- Serokê kurdistanê mesut barzanî di gotarên xwe de aşkere kiribû ku eger di serdema nû de +pirsgirekên di navbera Bexda û Hewlêrê de nehên çareser kirin, herêma kurdistanê dê serxwebûn +an jî rêbazeke konfederal bixe rojeva xwe. Gotinên barzanî li tirkiyê jî balkêşa û li ser mijarê di nava +çapemeniyê de şirove hatin belav kirin. +VT- Li sêr vê mijarê nêrînên cuda hene. gorî hinek aliyan şert û mercên iraqê derfetê nadin ku kurd +dewleteke serbixwe rabihegînin, heke derfet hebe jî tirkiye piştgiriya vê pêngavê nake. +SB- Bîlgay Duman - Pisporê rojhilatê +¤WA0 4840 4800 +Ez ne bawerim ku şert û mercên iraqê û şert û mercên rojhilata navîn derfetê bide kurda ku kurd +dewleteke serbixwe rebigehînin. Ev mijare ne tenê giredayî rewşa iraqê ye , pêngaveke wisa dê +karigeriyeke gellek mezin li ser hemû erdnigariya rojhilata navîn hebe. Tirkiye dixwaze li rojhilata +navîn rewşeke istixrarî hebe û heman demê tekiliyên xwe bi bexdayê re jî baş ragire, ji ber wê jî +tirkiye piştgiriya pêngaveke wisa nake. +VT- Aliyekî din jî di wê baweriyê de ku kurd ji bo serxwebûn yan jî konfederalîzmê gav bi avêjin tirkiye +jî dê piştgiriya wan pêngavan bike. +SB-¤WA2 4848 Çetîner Çetîn -Rojnamevan +¤WA3 4824 +Bersiva vê pirsê demeke dirêje tê meraq kirin, gelo dê bayê mihabatê carek din bê û bandorê li ser +kurdan bike yan na. Ez di wê baweriyê de me ku êdî tirkiye ji bo pêşwazî kirina dewleteke kurdî +amadeye, du encamên vê dê hebin yek ew e ku dê rêzdar barzanî xeyaleke kurdan ya bi salan bîne +cih ya duduyan jî ew yek dê ji bo tirkiyê jî baş be. Dê bandoreke erênî li ser pirsa kurdên li tirkiyê jî +hebe. +VT- Heta niha ji aliyê hikumeta tirkiyê vê li ser gotinên serokê kurdistanê mesut barzanî çi daxuyanî +ne hatine dan. + +Duhok (Rûdaw)- Şandeke bijîşkên Îraliyayê ji bo encamdana neştergerî û emeliyatan hatine parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê. + +Ew şand li gor girêbesta ku di navbera bijîşkên îtalî û rêveberiya tenduristiya Duhokê de hatiye îmzekirin hatine Başûrê Kurdistanê û wê 25 emeliyatan bikin. + +Bijîşkên Duhokê jî keyfxweşin ku bijîşkên biyanî bi serdan tên Başûrê Kurdistanê ji bo ku ew jî sûd ji ezmûna wan bigirin. + +Bijîşkên îtalî wê emeliyatên ji bo nexweşên zikmakî bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku Komîsyona Jinan ya Neteweyên Yekbûyî lêkolîna xwe di derbarê destdirêjî û tundûtûjiya ku jinên koçberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rastî wan hatine, nerazîbûnek di nava kampên koçberan de derkete holê. + +Ji ber vê yekê jî rêveberê kampa Kewirgoskê tekez kir ku ";ji ber wê raportê kêşeyên civakî di nava penaberan de derketine û ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku lêkolîna xwe ji xelkê re bêhtir aşkere bike";. + +Jinên kampê jî, ji jinên malan bigire heta bi yên xwendekaran û yên ji rewşê agahdar, bi hemû awahî ji aliyê xwe ve bi tundî li dijî wê raportê derketin û dixwestin êrîşî bargeha Neteweyên Yekbûyî ya li kampê bikin. + +Rayedarên Neteweyên Yekbûyî jî derbarê vê bûyerê de ti daxyaniyeke fermî nedan û diyar kirin ku ewê di rojên pêş de bi ferehî li ser vê pirsê rawestin û agahiyên berferehtir bidin. + +Di raporta Neteweyên Yekbûyî de hatibû gotin ku piraniya jin û keçên koçber ên Rojava li Başûrê Kurdistanê rastî tundî û destdirêjiya seksî tên, herwiha hatibû diyarkirin ku ";gelek caran keç û jinên nav kampan neçar dibin karê leşfiroşiyê bikin ji bo ku debara jiyana xwe bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Seroka koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan aşkere kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyê li ser 2 xalan li hev kirine. Lê HDPê di daxuyaniyekê de ev yek red kir. + +Buldan di hevpeyvîneke rojnameya Milliyet a tirkî de got ku ";vê dawiyê 2 civîn di navbera Ocalan û hikûmeta Tirkiyê de hatin lidarxistin û tê de li ser yasayên xweseriya demokratîk û civaka sivîl a demokrat li hev kirin";. + +Buldan behsa hevdîtina xwe ya vê dawiyê ya bi Ocalan re kir û got ku ";wê ti carî Ocalan wiha bi keyf û dilxweş nedîtibû ku li ser pêvajoyê israr dike";. + +Bi gotina Buldan, piştî hilbijartinên herêmî yên 30ê adara 2014an, şanda hikûmeta Tirkiyê 2 caran ligel Ocalan civiya ye. + +Buldan di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku şanda HPDê xwestiye ligel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, wezîrê dadê Bekir Bozdag û wezîrê navxwe Efkan Ala bicive û eger berisv erênî be wê civîn di dawiya heftiya bê de pêk were. + +Pervin Buldan derbarê hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re got ";hin caran hevdîtinên me bi Ocalan re gelek bi dilgiranî derbas dibin, lê bi rastî hevdîtina me ya vê dawiyê gelek erênî bû, dema Ocalan keyfxweş be hevdîtinên me gelek erênî pêk tên, dibe ku her du civînên wî yên vê dawiyê ligel dewletê wiha erênî bûn";. + +Seroka koma HDPê bal kişand ku Ocalan berî niha dixwest pêvajo û hevdîtin têkeve çaroçeyeke qanûnî û gelekî ji bo avakirina komîsyona lêkolînên derbarê rastiyan de hewl dan. + +Buldan got ku Ocalan vê carê behsa 2 yasayan kir û got ku pirsgirêka Kurd di rêya van du yasayan re tê çareserkirin. +HDPê derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ";Pervin Buldan di hevpeyvîna xwe ya ligel Millyetê de negotiye Ocalan û hikûmeta Tirkiyê li hev kirine, lê behsa wê yekê kiriye ku civînên di navbera wan de berdewam in";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku du endamên wan ku ev nêzîkî mehekê bû li cem hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, girtî bûn, duh hatin azadkirin. + +TCKê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye nivîsandiye ku ";her du endamên wan ên bi navê Ednan û Xurşîd Îsmaîl Remo ku roja 6ê nîsanê li Tirbespiyê ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin, duh hatin azadkirin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";ew du kes wan bi tometên bê bingeh hatibûn girtin";. + +Di destpêka meha nîsanê de hêzên asyaiş û YPGê li bajarokê Tirbespiyê operasyonek ji bo girtina kesên ku alîkariya çekdarên DAÎŞê dikin destpêkiribûn. + +Endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl berî niha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku ";asayişa PYDê di 8ê nîsanê de 105 kesên Ereb û 7 kesên Kurd li bajarokê Tirbespiyê girtin û pişt re 107 ji wan berdan";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Artêşa Tirkiyê ragihand ku gerîlayên PKKê li Dêrsîmê ";kamyoneke girêdayî çêkirina qereqolan şewitandin";. + +Li gor medyaya Tirkiyê, li gundê Pulur yê girêdayî navçeya Ovacika Dêrsîmê, kemyoneke girêdayî şîrketên ku di avakirina qereqolan de kar dikin, ji aliyê grûpeke çekdar ve hat şewitandin. + +Hat ragihandin ku ew rêya ku kemyon tê re diçû qereqola ku nû tê çêkirin, ji aliyê grûpeke serûçavê xwe girtî û bi destê wan de çek heye hat rawestandin û kemyon hat şewitandin. + +Serfermandariya Artêşa Tirkiyê daxuyaniyeke weşand û tê de diyar kir ku ";ew kesên li navçeya Ovacikê kemyon şewitanadine girêdayî hêzên gerîlayên PKKê ne";. + +Ev saleke piştî ku pêvajoya aştiyê di Newroza 2013an de navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de destpêkiriye, Artêşa Tirkiyê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê qereqol û qeleqolên nû ava dike. + +Heta niha PKKê derbarê wê bûyerê de ti daxuyanî belav nekiriye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên herî nû yên dengdana taybet li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê di hilbijartina Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan de bi vî awayî ne: + +Parêzgeha Silêmaniyê: + +Ji koma 3750 dengên hilbijartina parlamentoyê ku hatine veqetandin: + +PDK: 67, YNK: 2105, Gorran: 1116, Yekgirtû: 116 û Komel: 72 deng. + +Ji koma 750 dengên hilbijartina encûmena parêzgehê ku hatine veqetandin: + +YNK: 495, Gorran: 188, Yekgirtû: 23, Komel: 14 deng û PDK: 8. + +Parêzgeha Hewlêrê: + +Ji koma 4500 dengên hilbijartina parlamentoyê ku hatine veqetandin: + +PDK: 3136, YNK: 118, Gorran: 117, Yekgirtû: 37 û Komel: 91 deng. + +Parêzgeha Duhokê: + +Ji koma 17753 dengên hilbijartina encûmena parêzgehê ku hatine veqetandin: + +PDK: 13979, Yekgirtû: 1203, YNK: 996, Gorran: 736, Komel: 0 û 621 deng hatine pûçkirin û ibtalkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pasdarên Îranê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û êrîşî bazirganên li ser sînor kirin. Rêveberê nahiyeya Beyare dibêje ku bazara sînorî ya Tewêle-Şuşmê hatiye girtin, lê sînor nehatiye girtin. + +Li sînorê Tewêle-Şuşmê roja çarşemê 7-5-2014 nêzîkî 30 pasdarên Îranê derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bûn û li bazara wê êrîşî çend bazirganan kirin û barên wan, ku mobayl û mekyaj bû, ligel pere û mobaylê di nav berîkên wan de birin. + +Rêveberê nahiyeya Beyare Nuxşe Nasih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";wan telefona rêveberê nahiyeya Newsûd kiriye, lê gotiye haya wî ji meselê tine ye û eger ev mesele rast be ew dê li hember wan pasdaran tedbîran bistînin";. + +Nasih herwiha got ";Bazara Tewêle-Şuşmê bazareke fermî ye û bi rêkeftina her du aliyan hatiye vekirin, lewra wek bersivekê me ew bazar girt da em bizanin bê wê çi helwesteke wan hebe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ednan Muftî dibêje niha baştire ku yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê pijrandnin û radighêne ku Parlamentoya Kurdistanê li ser pirsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lez kiriye. + +Duha, 07.05.2014, di rûniştina duyem ya xula çarem a Parlamentoya Kurdistanê de, bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku di heyama yek hefetyê de serokê hikûmetê û cîgirê wî bên binavkirin. + +Di vê barê de endamê polîtburoya YNK Ednan Muftî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ez nikarêm bêjim ka emê di wê demê de rêkevin yan na, ev yek girêdayê danûstandinan ne, eger heye ku ev yek di du rojan de bê yek alîkirin û eger heye jî ku 10 rojan de be, kengî me lihev kir emê ragihînin."; + +Herwiha Mûftî balkişand li ser li ser yasya Serokatiya Herêma Kurdistanê û got: ";Nabe ku ew yasay niha bê pijranidn, baştire ku bimîne piştî ragihandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê."; + +Herwiha Muftî birayara Parlamentoya Kurdistanê bi dayîna yek hefteyê bo diyarkirina serokê hikûmetê û cîgirê wî bi biryarek ";Ne serkeftî"; da znîn û wiha berdewam kir: ";Ew birayrek neserkeftî û nelojîkî ye, pêwsît bû lez di vê babetê de behatiba kirin, ji ber ku hemû aliyek di nava parlamentoyê de dizanin ku danpstandin berdewamin, ez hêvî dikim ku bi zûtirîn deme m bighin encamekê û hikûmet pêk bê."; + +Derbarê têkiliyên navbera YNK û PDK de, Muftî wiha da zanîn: ";Têkiliyên me ligel PDK berdewamin kengî en nêzîkî rêkeftinê bûn em lihev rûnin."; Herwiha red kir ku Qubad Talebanî yan Hakim Qadir bi awayekî fermî hatibin diyarkirin bo posta cîgirê serokwezîr û got: ";Heta niha behsa ti kesî nehatiye kirine ew hemû texmînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê veqetandin û hejmartinan dengên dengdana taybet ên hilbijartina Parlamentoya Iraqê berdewame û heta niha 18 hezar û 750 deng hatine veqetanidn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê encamên destpêkî heta niha bi vî awayî ne: + +PDK: 13 hezar û 571 deng + +YNK: 1 hezar û 699 deng + +Tevgera Gorranê: 1 hezar û 136 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 990 deng + +Yekgirûtya Îslamî ya Kurdistanê: 206 deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Zilamekî temen 49 salî li bajarê Hewlêrê hat kuştin û berdevkê polîsên Hewlêrê dibêje ku 3 kes bigumana encamdana vî karî hatine girtin. + +Berdevkê polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Mesdyayî ya Rûdawê re got: ";Demjimêr 16:55 bi dema Hewlêrê zaniyarî gihan me ku bûyereke kuştinê li taxa 121 Gulan çêbûye."; + +Herwiha Karwan Ebdulkerîm got: ";Piştî ku em gihan cihê bûyer, me dît ku kesek bi navê B.E.N ji dayikbûyî sala 1965an li nava mala xwe hatiye kuştin."; + +Navhatî amaje kir ku B.E.N fermanber bû û cihê eşkenceyê li ser laşê wî diyar bû lewma guman tê kirin ku hatibe xenqandin. + +Herwiha berdevkê polîsên Hewlêrê aşkere jî kir ku 3ê kesên biguman li ser encamdana vî karî hatine girtin û lêkolînên li ser vê bûyerê berdewamin. + + +Dihok (Rûdaw)- Veqetandina dengên proseya dengdana taybet û hejmartina wan li parêzgeha Dihokê wek parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê berdewame. + +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, encamên destpêkê yên hejmartina dengan bi vî awayî ne: + +PDK: 20 hezar û 995 deng + +YNK: 1 hezar û 498 deng + +Tevgera Gorranê: 1 hezar û 239 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 1 hezar û 846 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 89 deng + +Lîsteya Şilama: 40 deng + +Lîsteya Rafîdeyn: 69 deng + +Encûmenena Kildanî Aşûrî Siryanî: 104 deng + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Ûsame Nûcêfî tekez kirin ku piştî ragihandina encamên hilbijartina pêwîste aliyên siyasî yên Iraqê dest bi danûstandinan bikin bo rêzgarkirina Iraqê ji krîzên siyasî. + +Îro, 08.05.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Ûsmae Nûcêfî û hejmarek parlamenter kir. + +Di hevdîtinekê de Barzanî û Nûcêfî rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê gotûbêjkirin, herwiha balikşandin li ser hilbijartinên 30ê Nîsanê û encam û bandora wan. + +Herwiha Barzanî û Nûcêfî tekez kirin ku piştî ragihandina fermî ya encamên hilbijartêna Parlamentoya Iraqê ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê ve, pêwîste danûstandin navbera aliyên siyasî yên Iraqê destpêbikin bo çareserkirina arîşeyan û rizgakirina Iraqê ji krîzên siyasî. +Silêmanî (Rûdaw)- Li parêzgeha Silêmaniyê jî wek Hewlêr û Dihokê, proseya veqetandin û hejmartina dengdana taybet berdewame. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê heta niha encam bi vî awayî ne: + +Encûmena parêzgehê: + +YNK: 5 hezar û 47 deng + +Tevgera Gorranê: 2 hezar û 951 deng + +PDK: 209 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 197 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 174 deng + +Parlamentota Iraqê: + +YNK: 3 hezar û 221 deng + +Tevgera Gorranê: 1 hezar û 707 deng + +PDK: 198 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 180 deng + +Komela Îslamî: 154 deng + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku nabe di dema niha de hizra hikûmeta piranî li Iraqê bê kirin ji ber ku tenha çareserî bi arîşeyê Iraqê dîtina hevbeşiyê ye bo beşdariya pêkhatên sereke di proeysa siyasî de ye. + +Îro, 08.05.2014, Serokweîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke YE kir. + +Di hevdîtinekê de, Balyoza YE li Iraqê, Yana Haapaschkova ragihand ku mebest ji vê serdanê guhdarî li nêrîn, helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê di qonaxa niha ya Iraqê de ye. + +Herwiha Haapaschkova aşkere kir ku berî bidawîhatina meha Hizêranê, dê encûmena wezîrên derve yên YE bicivin û birayr li ser têkilî ligel Iraqê bidin. + +Balyoza YE li Iraqê zelal kir jî ku ev serdana wan bo Herêma Kurdistanê nîşana pêgiriya wan bi têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê ye û piştgiraiya pirnsîpên sereke wek demokrasî, destûr, serweriya yasa û mafên mirovan e. + +Ji aliyê xwe Serokweîzrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ev hilbijartin derfeta dawî ye bo guhertina sîstema hikumraniyê li Iraqê û got: ";Di van hilbijartinan de derfetek baş peyda bûye lê heta ragihandina encamên hilbijartina û destpêkirina proseya danûstadnina, wêne ne gelek zelale yan jî ber bi çi arasteyekî de diçe."; + +Derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Nêçîrvan Barzanî got ku birîna budce û mûçyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ";Bûyerek çaverê nekirî bû."; + +Nêçîrvan Barzanî balkişand jî ku niha dem ne ew deme ku hizra hikûmeta piranî li Iraqê bê kirin û got ku pêwîste hemû alî bigihin hevbeşiyekê bo beşdariya hemû pêkhateyên siyasî. + +Barzanî amaje kir jî ku dibe ku nêrînên cuda ya aliyên siyasî yên nava Herêma Kurdistanê hebe, lê dema ku mijar danûstandin ligel Bexade be, hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekin. + +Li ser arîşeya şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ";Siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê di çarçoevay dsetûr û parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ye, lewma Herêma Kurdistanê rijde liser bikaranîna mafên xwe yên destûrî."; + + +Kobanî (Rûdaw)- Derkirina malbatên Kurd ên herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên tundrew berdewam dike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî ragihand ku roja çarşemê çekdarên DAÎŞê li başûrê rojavayê herêma Girê Spî êrîşê gundê Bîr Temmih kirin û hin hemwelatiyên Kurd tev çekên wan ên kesayetî girtibûn. + +herwiha DAÎŞê ji gundiyên Kurd xwestin ku ew ji gundê xwe derkevin û malên xwe ji çekdarên DAÎŞê re vala bikin. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku piştî êrîşa DAÎŞê, gelek malbatên Kurd ji gundê Bîr Temmihê ji tirsa kuştinê koçberî gundên derdora wê bûn. + +Di sala borî de çekdarên DAÎŞê bi sedan malbatên Kurd ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê wek gundên Yabisê, Til Xedir, Til Findir, Yarqoyî, Sûsik û Kor Hiso bi zorê ji malên wan derxistibûn û mal û milkê wan talan kiribûn. +Herêma Girê Spî di warê îdarî de girêdayî parêzgeha Reqayê ye ku ew jî bi temamî di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nameyeke ji serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û jê xwest ku cezayê bidarvekirinê li Îranê rawestîne. + +HDPê di nameya xwe ya vekirî de, siyaseta bidarvekirina çalakvanên siyasî li Îranê rexne dike û dibêje ku ";ji tebaxa 2013an ve dema Rûhanî bû serokomar, bi dehan kes li Îranê hatine bidarvekirin";. + +Di nameyê de behsa bidarvekirina çalakvanê Kurd Simko Xurşîdî û derxistina cezayê bidarvekirinê ji bo 30 girtiyên din ên siyasî û olî hatiye kirin û ev yek wek metirsiyeke mezin daye naskirin. + +HDPê herwiha Komara Îslamî ya Îranê bi wê yekê tometbar dike ku xelkê dijberê xwe di bin navê ";tawanê"; de bi darve dike. Herwiha radigihîne ku ";di vê serdemê de ew tawanên hovane nayên qebûlkirin û pêwîste cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê destpêkê li ser girtiyên siyasî û pişt re li ser hemû girtiyan bi dawî were";. + +HDPê herwiha hêvî xwest ku serokomarê Îranê ji ber hevsînoriya dîrokî û hevbeşiya kulktûrî, vê nameya wan werbigire û dibêje ";bi hêviya ku careke din li Îranê cezayê bidarvekrinê neyê bicîkirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- 3 şandên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ku tevlî çend konferansan bibin, niha li Bakurê Kurdistanê ne. + +Duh şandên wezareta fêrkirin û pêgihandinê, wezareta şaredariyan û wezareta karûbarên olî yên kantona Cizîrê di rêya deriyê Dirbêsiyê yê sînorî re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda şaredariyan li ser vexwendina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê biçe Enqere û li wir tevlî kongreya şaredariyan bibe. + +Herwiha şanda fêrkirin û pêgihandinê wê li bajarê Amedê beşdariya kongreyeke taybet bi zimanê kurdî bike. + +Şanda oldaran jî ku ji 14 zanayên olî yên Cizîrê pêktê, wê tevlî ";Kongreya Îslama Demokratîk"; bibe ku biryare sibê şemiyê li ser daxwaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan li bajarê Amedê were lidarxistin. + +Hikûmeta Kantona Cizîrê yêk ji wan her sê hikûmetane ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha çile ya borî de li Rojavayê Kurdistanê ava kirine. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a KCKê Dûran Kalkan derbarê hilbijartina serokomarê Tirkiyê de ragihand ku li cem wan ne girîng e bê kî wê bibe serokomar û li Çankayê rûne. + +Dûran Kalkan di hevpeyvîneke taybet de bal kişande ser pirsa hilbijartina serokomarê bê yê Tirkiyê ku tê pêşbînîkirin serokwezîrê niha yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwe ji bo wê postê bike namzed. + +Kalkan ragihand ku ji bo ku hilbijartinên serokkomariyê di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê de encamekê derxîne holê divê projeyeke demokratîkbûyîn û çareseriyê hebe. + +Kalkan got ku ";niha nîqaşa gelo evê bibe ewê bibe serokomar heye, ev yek bi ti awayî ne girîng e";. Herwiha bal kişand ku li cem wan ya girîng ewe bê kesê bibe serokomarê wê di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û demokratîkbûyînê de roleke çawa bilîze. + +Kalkan destnîşan kir ku biryara wan meşandin û pêşxistina karê demokratîk e. + +Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna vê heftiyê ya parlamenterên partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de aşkere kir ku wê nazmedê HDPê ji bo serkomariyê hebe. + + +Duhok (Rûdaw)- Çar Kurdên Êzdî li nêzîkê gundê Keranê yê ser bi navçeya Rebîha li parêzgeha Neynewayê ve ji aliyê çekdarên tundrew yên girêdayî DAÎŞê ve hatine kuştin. + +Herçar kes ligel 4 jin û şofêrê otombîlê, li gundê Keran rasî êrîşa grûpeke çekdarên DAÎŞê hatin û ew her çar kes hatin kuştin, lê jin û şofêr rizgar bûn. + +Ew her çar kes ji navçeya Xanîsora Şingalê ne ku aliyên siyasî li wê herêmê hertim hişyariyê didin xelkê uo berê xwe nedin navçeya Rebîha ji ber ku DAÎŞ li wir çalak bûye. + +Lê, xelkê devera Şingalê dibêjin ew ji neçarî berê xwe didin Rebîha daku li nav bax û bexçeyên wê kar bikin û debara jiyana xwe pê peyda bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku hilbijartinêne 30ê Nîsanê derfeta dawî ya Iraqê ye û got ku eger Iraqê pirensîpa hevbeşiyê bi awayekî kirdarî çî bi cîbike ";Dibe ku omîda me hebe û bi hevre bimînin."; + +Li gor nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, duh, 08.04.2014, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnera Yekîtiya Ewropa (YE), li Iraqê, Yana Haapaschkova û balyozên welatên Ewropa li Iraqê kir. + +Di hevdîtinekê de, Yana Haapaschkova got ku armanca vê serdanê tekzî li ser têkiliyên stratîjîk yên YE ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ye û kêfxweşiya xwe ji awayê birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan li Herêma Kuredistanê anî ziman. + +Di himber de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi rêya hilbijartinan ji şerîeta şoreşgerî bo şerîeta destûrî gave avêt. + +Herwiha Baraznî derbarê arîşeyên li Iraqê de jî got ku Iraqê li ser bingeha hevbeşiyê navbera Ereb û Kurdan de hatiye avakirin, lê ew hevbeşî nehatiye cî bi cîkirin û herdem şerê navxweyî hebû û got: ";Piştî hilweşana rejîma Baas, Kurd birayr da ku ligel Iraqê bimîne û destûrek hat pesend kirin bi hêviya ku hemû aliyek maf û erkên xwe bizanin û li ser bingeha hevbeşiyê bihev re bijîn lê mixabin pêgirî bi destûrê jî nehat kirin."; + +Herwiha Barzanî tekez kir ku ";Pêwîste li Iraqê Kurd hevbeş be û kes hizra wê yekê neke ku hakim be û xelkên din guhdarî bikin û welatiyên pile duyem bin, yan jî bi lojîka piranî û kemîne hukim bike."; + +Barzanî balikşand li ser mercên Herêma Kurdistan bo beşdarîkirin di hikûmeta bê li Iraqê de û got: ";Pêwîste hevbeşiya rasteqîne bi kiryarî bê cî bi cîkirin, pêwîste destûr bê cî bi cîkirin û hemû xelkên Iraqê hest bikin ku di jiyana siyasî ya welat de beşdarin, madeya 140 ji dsetûrê bê cî bicîkirin, artêşa Iraqê li ser bingeheke niştimanî were damezrandin, arîşeya Pêşmerge çareser bibe, yasaya petrol û gazê were pesend kirin, serjimêriya gştî bê encamdan û ew dezgehên li derveyî destûr hatine avekirin, nemînin."; + +Derbarê posta serokatiya Iraqê jî, ku niha di dest Kurdan de ye, Barzanî got ku piştş ragihandina encamên fermî yên hilbijartinan û Kurd piştrast bibe ku Iraq ber bi rewşa berê ve venagerê ";Wê demê emê pêdagirî li ser wergirtina posta serokomar bikin û bi heqbeşekî neteweyî yî Herêma Kurdistanê dizanin."; + +Di beşekî din ji civînê de behsa koçberên Rojavayê Kurdistnê yên li Herêma Kurdistanê hat kirin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Aliyên siyasî yên Kurd li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa herêmê de hişyariyê didin û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî dikin ku bi hawara Kobanî ve werin û dorpêça ku ev bi mehan li ser hatiye danîn, rakin. + +Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê rewşa herêma Kobanî de bangewaziyek ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî û rêxisitnên mirovî şand û tê de hişyarî da ku bîrên avê li herêmê zuha dibin û diçikin. + +Ev çend mehin, Kobanî û navçeyên din ên derdora wê, ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya tundrew ve tên dorpêçkirin û wê rêxistinê av û elektrîk li ser herêmê qut kiriye û Kurdan bi zorê ji gund û navçeyên wan ên di navbera Kobanî û Girê Spî de derdike. + +Di daxuyaniya şaxê Kobanî yê ENKSê de hatiye gotin ku ";xelkê Kobanî ji ber qutkirina avê, bîrên îrtwazî ji xwe re kolandine, lê niha ku demsala havînê nêzî dibe, ew bîr wê zuha bibin, tevî ku ava gelek bîran bi ava pîs ve têkel bûye û ji ber wê jî de nexweşî, peta û belayên wek kolêra di nav xelkê de, bi taybet di nav zarokên pêçekê de, belav bûne";. + +Şaxê Kobanî yê ENSKê ku ji gelek partiyên kurdî, rêxisitinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, li hember vê rewşa xirab a herêma wan, bang li civaka navdewletî û rêxistinan kir ku ";sînorekî ji vê karesata mirovî û mirina hêdî hêdî re dane ku zêdetirî nîv milyon kes li Kobanî rastî wê tên";. + +Herwiha hişyarî da ku eger ev karesat bi dawî neyê, hemû xelkê Kobanî û koçberên ku ji ber şer ji herêmên din ên Rojava û Sûriyê reviyane û li Kobanî bi cih bûne, wê neçar bimînin ku ji warê xwe derkevin û barê koçberan li ser milê civaka navdewletî û welatên derdorê girantir bikin. + +Ji bo çareserkirina vê krîzê jî, şaxê Kobanî yê ENKSê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxisitnên hikûmî û medenî li cîhanê kir ku ji Tirkiyê bixwazin ku av û elektrîkê bilez bigihîne herêma Kobanî û jiyana zêdetirî nîv milyon mirovî rizgar bike. + +Dihok (Rûdaw)- Li parêzgeha Dihokê proseya veqetandin û hejmartina dengêm dengdana taybet bi dawî hat, li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê encam bi vî awayî ne: + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 20 hezar û 995 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 1 hezar û 846 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 1 hezar û 498 deng + +Tevgera Gorranê: 1 hezar û 239 deng + +Lîsteya Kiladn Sirayanî Aşûrî: 104 deng + +Komela Îslamî ya Kurdistan: 89 deng + +Lîsteya Rafîdeyn: 69 deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku heta niha ji ber wernegirtina wezareta navxwe biryar nedaye tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe, daxwaza avakirina wezareteke nû dike. + +Li gor çavkaniya zaiyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, YNKê daxwaz kiriye ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bê guhertin û bibe wezaretek û ew wezaret jî di kabîneya heştem de bibe para wê. + +Çavkaniyeke bilind ji YNKê ji Rûdawê re ragihand ku ";eger Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr bike wezareta navxwe di dest wê de bimîne, wê demê YNKê daxwaz dike ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û di destê YNKê de be";. + +Çavkaniyê diyar kir ku eger ew wezaret bikeve destê YNKê de wê demê ewê amade be ji koma her 5 wezaretên ku jê re hatine veqetandin 4 wezaretan werbigire. + +PDKê ku yekema hilbijatinên Parlamentoya Kurdistanê bû, heta niha ligel Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê rêkeftin îmze kiriye ji bo avakirina kabîneya heştem, lê YNKê hîn biryara dawî ya tevlîbûnê nedaye. + +PDKê postên cîgirê serokwezîr û wezîrên rewşenbîrî, avakirin, xwendina bilind, tenduristî û karûbarên şehîdan ji bo YNKê veqetandine daku tevlî hikûmetê bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet yên parêzgeha Hewlêrê berdewame, îro jî 7500 deng ên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin hejmartin û encam wiha ne: + +PDK: 4 hezar û 396 deng + +YNK: 1 hezar û 764 deng + +Tevgera Gorran: 1 hezar û 239 deng + +Komela Îslamî: 207 deng + +Yekgirtûta Îslamî: 36 deng + +Duh, Pêncşemê, jî li Hewlêrê 18 hezar û 750 deng hatin veqetandin, li gor encamên duh û îro bi hevre, rêjeya bidestxistina dengan bo Parlamentoya Iraqê ji aliyê hêzên siyasî ve bi vî awayî ye: + +PDK: 17 hezar û 967 deng + +YNK: 3 hezar û 463 deng + +Tevgera Gorranê: 2 hezar û 372 deng + +Komela Îslamî: 1 hezar û 197 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 242 deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê komîteya ewlekariya niştimanî û siyaseta derve ya Parlamentoya Îranê danûstandinan ligel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) red dike û dibêje ku divê di dadgehên taybet de lêpirsîn ligel wan bê kirin. + +Cîgirê serokê wê komîteyê Mensûr Heqîqet Pûr di bersiva daxuyaniyeke PJAKê de ku gotibû ew amade ye gotûbêjan ligel hikûmeta Îranê bike, ragihand ku ";PJAK partiyeke terorîst û tawanbar e û Îran ti gotûbêjan ligel wan nake. Pêwîste ew di dadgeheke taybet de bên darizandin û em rê nadin di rêya guhertina nav û şêweyê xwe re daxwaz maf bikin";. + +Heqîqet Pûr herwiha got ku ";endamên PJAKê divê xwe ji dadgehên Îranê re bidin naskirin daku eger tawaneke wan hebû bêne cezakirin û eger bêtawan jî bûn ew dikarin bi wergirtina gerentiyan wek her hemwelatiyekî li cihê ku bixwazin bijîn";. + +Heqîqet Pûr cudabûna Kurdistanê ji Îranê wek ";xewneke xav"; bi nav kir û got ";Îran derfetê nade tevlîhevî çêbibe û Supayê Pasdaran wê bi tundî bersiva her liv û tevgereke grûpên terorîstî bide. Cudabûna Kurdistanê ji Îranê xewneke xav e ku ew grûp hizra wê dikin. Kurdistana Iraqê jî serbixwe nabe û xelkê Iraqê rê nadin vê yekê. Ew cografiya ku Kurd li Tirkiyê û Sûriyê jî tê de dijîn, xelk û desthilatên wan welatan wê rê nedin wan cuda bibin û cudabûna Kurdistanê dê karvedana tund a wan welatan li pey xwe bîne";. + +Roja duşemê PJAKê di kongreyekê de navê xwe guhert û kire Kongreya Civaka Demokart û Azad a Rojhilatê Kurdistanê ";KODAR"; û di daxuyaniya xwe ya yekem de banga diyalog û danûstandinan li hikûmeta Îranê kir ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê li Îranê. +Hewlêr (Rûdaw)-Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela îro xwest di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegere Rojavayê Kurdistanê lê li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê lê hat girtin û nehiştin vegere. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro wî û 2 kesên din dixwestin di rêya Dirbêsiyê re vegerin Rojavayê Kurdistanê, lê asayişa PYDê nehişt";. + +Siûd Mela herwiha got ";Min berî niha ji malbata xwe re gotibû ku ezê vegerime Rojava, ji ber vê yekê dewriyeke asayişa PYDê hatibûn ser sînor û nehiştin ez derbas bibim";. + +Sekreterê PDK-Sê aşkere kir ku hêzên asayişa PYDê li ser sînor jê re gotine ku ";fermana girtina te li Rojavayê Kurdistanê derketiye û eger tu derbas jî bibe tê were girtin an jî nefîkirin";. + +Siûd Mela tekez kir ku ";bi her şêwazî be ew dê her vegere Rojavayê Kurdistanê û ew ji vê biryara xwe paşde venagere";. +Roja 3ê Nîsana îsal, kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, ku ji Partiya Demokara kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk dihat, li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan û bi damezrandina Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê û hilbijartina Komîteyeke Navendî, ku ji 51 kesî pêk tê, bidawî hatibû. + +Herwiha Siûd Mela bi piraniya dengên komîteya navendî ya PDK-S, bû sekreterê gitşî yê wê partiya nû. + +Ji wê demê de Mela li Herêma Kurdistanê bû û dema xwest vegere Rojavayê Kurdistanê, berê xwe da Tikriyê da di xala sinorî ya Dirbêsiyê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê vegere mala xwe lê asayişa PYD mehiştin ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. + +Dihok (Rûdaw) – Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, hejmara kursiyên encumena parêzgehê yên PDKê ji hemû partiyên din zêdetir e. + +Jimartina dengên hilbijartina endamên Encumena Parêzgeha Dihokê bidawî hat. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, encamên hilbijartina endamên encumena parêzgehê wiha ne: + +PDK: 343 hezar û 192 deng-19 kursî + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 59 hezar û 831 deng-3 kursî + +YNK: 37 hezar û 901 deng-2 kursî + +Tevgera Gorran: 23 hezar û 583 deng-1 kursî + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 4 hezar û 221 deng-ti kursiyek bidest nexistiye + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê pêşangeha Çandiniyê hate lidarxistin. Li Mêrdînê yekem care ku pêşangeha çandiniyê pêk tê. + +Li bajarê Mêrdînê bi tevlîbûna gelek kompaniyên Kurdistanê û yên biyanî pêşangeha çandiniyê hate vekirin. Bi tevahî 125 kompanî tevlî vê pêşangehê dibin û bazirgan jî vê yekê keyfxweşin. + +Bajarê Mêrdînê gelek têkiliyên xwe yên germ bi rojava re jî hene. + +Di pêşangehê de mijareke din a balkêş jî ew bû ku têkiliyên Bakur û Başûrê Kurdistanê di warê bazirganiyê de pir xurtin. + +Pêşangeha çandiniyê ya Mêrdînê dê heta 11ê gulanê bidome + +Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke kirîza navneteweyî raporek nû li ser nakokiyên li nav hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê belav kiriye. + +Di raporê de grûpa kirîza navneteweyî dibêje, ligel şerê navbera rêjîma Suriyê û opozsîyonê li deverên beravê, hêzên kurdî bi temamî beşekî zêde ji deverên bakûrê Suriyê (Rojavayê Kurdistanê) kontrol kirine, niha PYD û baskê leşkerî yê wê partiyê,YPG, li sê herêmên kurdî deshilatdar in. + +Li gor raporê PYD ser bi tevgera çekdariya kurdên Tirkiyê, PKKê ye, her ji wê partiyê ve piştgiriya îdeolojîk û leşkerî werdigire, lê PYD nikare biryarê li ser paşeroja bakûrê Suriyê bide. +Her çiqasî xurtbûna PYDê ji nişkêve ne xeyal e, lê sedemên serketinên wê zêdetir e, ew jî ji ber pêwendiyên wê yên herêmî. +Di rapora kirîza navneteweyî de, behsa pêwendiyên herêmî yên PYDê tê kirin, û tê gotin, hevpeymaniya vekirî û eşkere di navbera PYD û rêjîma Suriyê de heye, ji ber ku rêjîma Suriyê wan dever xistiye destê PYDê, di heman demê de pştevaniya madî û îdarî li ser deverên di bin kontrola PYD de qut nebûne… + +Amûdê (Rûdaw)- Proseya çinîna genim li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê destpêdike, lê cotkar ji berhema îsal ya genim ne razîne. + +Cotkarên Rojava dibêjin ku îsal berhema genim bi qasî 60% kêmtirî ya sala borî ye. + +Sedemên kêmbûna berhema genim li gelek sedema verdigere wek ku cotkar dibêjin, yek ji wan jî kêmbûna semad û baran û qira ku li çandiniyê xist. + +Berhema genim li Sûriyê di rewşa normal de digihişte 3.5 milyon ton û ew berhem têra tevahiya xelkê Sûriyê dikir û beşek jê bo derve dihat hinatin. + +Lê ya îsal li gorî kesên pispor, berhema genim wê negihe 1.7 milyon ten. + +Amûdê (Rûdaw)- Biryar e îro saet 10ê sibehê bi dema Rojavayê Kurdistanê, encûmena yasadanînê ya rêveberiya kantona Cizîrê li bajarê Amûdê bicive û yasaya hilbijartinan a ku ENKSê gotiye ew îtîrafê pê nake, wê gotûbêj bike. + +Berdevkê hikûmeta kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser Rûpela xwe ya Facbookê berwara civînê aşkere kir û nivîsandiye ku civîn wê yasaya hilbijartinan a kantona cizîrê gengeşe bike. + +Ciwan Mihemed ragihand ku wê civîna encûmena yasadanînê li pêş medyayê vekirî be û bang li hemû medyaya li Cizîrê kir ku tevlî civînê bibin. + +Hikûmeta kantona Cizîrê roja 21ê çile ya 2014an ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji gelek partî, rêxisinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, ";îtîrafê bi wan kantonan û yasa û biryarên wê nake";. + +Tirbespî (Rûdaw)- Şeva borî mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat teqandin. + +Rojnamevan û endamê PDK-Sê Lewend Hisên li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";şeva borî kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû";. + +Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku ";birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be";. + +Derbarê ziyanên teqînê de, Hisên diyar kir ku ";malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn, lewra ziyan bi tenê madî bûn";. + +Bajarokê Tirbespiyê nêzîkî 25 km li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve û di bin kontorla hêzên YPGê û asayişê yên ku bi ser PYDê ve tên naskirin de ye. + +Amûdê (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro li bajarê Amûdê civiya, lê rê neda ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê civînê bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji bajarê Amûdê ragihand ku rêveberiya encûmena yasadanînê nehişt ku ew civîna îro ku taybete bi gotûbêjkirina yasaya hilbijartinan li herêma Cizîrê bişopîne. + +Qedexekirina şopandina civînê ji aliyê peyamnêrê Rûdawê di demekê de ye ku duh berdevkê hikûmeta kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookî ";bang li hemû saziyên ragihandinê li Cizîrê kiribû ji bo tevlî civîna îro ya encûmena yasadanînê li Amûdê bibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Proseya veqetandina dengên dengdana taybeyt li parêzgehên Hewlêr û Duhokê yên ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de hatine dayîn, berdewam e. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê ragihand ku îro şemiyê 62 ruzmên dengdana taybet ji bo Parlamentoya Iraqê hatine veqetandin û her ruzmek ji wan di navbera 730-750 formên dengdanê de ye. + +Encamên veqetandina wan dengan jî wiha bû: + +PDKê 17 hezar û 205, YNKê 5 hezar û 596, Gorran 2 hezar û 292, Komel 783 û Yekgirtû 195 deng. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku biryar e piştî nîvro proseya veqetandina dengên encûmena parêzgeha Hewlêrê destpêbike. + +Li bajarê Duhokê jî duh înê proseya veqetandina dengan destpêkiriye. + +Peymanêrê Rûdawê ragihand ku ji duh ve û heta îro saet 10ê sibehê 4 hezar û 221 deng ji bo Parlamentoya Iraqê hatine veqetandin û encamên wê wiha bûn: + +PDKê 3 hezar û 270, YNKê 253, Yekgirtû 207, Gorran 122 deng. Herwiha 207 deng hatine pûçkirin û ibtalkirin. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30ê nîsanê birêveçûn û heta niha komîsyona hilbijartinan a Iraqê ti encamê fermî şakere nekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlameterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Altan Tan aşkere ku jê hat xwestin ku bibe endamê komîteya amedekar a Kongreya Îslama Demokartîk ku îro li Amedê destpêkir, lê wî ew daxwaz red kir. + +Tan ji medyayê re ragihand ku wî hêvî dikir ku ";Kongra Civakên Demokratîk (KCD) partiya hemû pêkhateyên Kurdistanê be, lê bû kopiyeke biçûk ji KCKê û BDPê û nikarî xwe ji siyasete çepgirtiyê bi dûr bixe";. + +Altan Tan herwiha got ";Partiya ku li Rojhilata Navîn têkiliyên baş bi îslam û misilmanan re daneyne û bersiv nede daxwazên wan û nikare ti serkeftinan bi dext bixe";. + +Parlameterê HDPê yê Amedê da zanîn ku pêwîste binkeya Kongreya Îslama Demokratîk ya gelêrî ji vê ferehtirba û projeyeke wan ya zelal hebe, lê tevî ku bi awayekî rast destpênekir jî lê gaveke başe û ew jê re serkeftinê dixwaze. + +Tirbespî (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, derbarê teqîna ku şeva borî li bajarokê Tirbespiyê çêbûye de ragihand ku teqîn di rêya motorekî bombekirî re bû. + +Şev borî teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi navê Lewend Hisên li Tirbespiyê de çêbû. + +Derbarê bûyerê de, rêveberiya asayişê îro daxuyaniyek derxist û tê de got ku ";Şeva borî dora saet 10.30 bi dema Rojavayê Kurdistanê, motorekî bomberkirî di nav maleke li taxa el-Sewre li Tirbespiyê de teqiya û di encam de hemwelatiyekî bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";komîteyên taybet lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û dê encaman ji raya giştî re rabigihînin";. + +Lewend Hisên derbarê teqînê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku ";kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû";. + +Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku ";birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be";. + +Hisên herwiha ku ";malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Baroya Amedê ya Sendîkaya Parêzeran Tahîr Elçî dewleta Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku kujerên bûyerên ku di bin navê ";kujerên nediyar"; de hatine qeydkirin, diparêze. + +Elçî ji raya giştî re ragihand ku ";li gor qanûna cezaya Tirkiyê eger 20 sal derbasbûn û kujer nehatin naskirin û darezandin wê doza wan di bin navê demboriyê de hilweşe";. + +Elçî herwiha got ";Divê xala 90emîn a qanûna cezaya Tirkiyê li gorî peymanên navneteweyî bê serastkirin û nabe ku tawanên li dijî mirovatiyê wek tawana kujerên nediyar di bin navê demboriyê de bê hilweşandin";. + +Li gor raporta sala 1995an a Komîsyona Lêkolîna Cînayetên Kiryarnediyar de, 1797 cînayetên kujerên nediyar pêk hatine ku piraniya wan di salên 1991-1995an de pêkhatine. + +Di wê raportê de hatibû gotin ku ";eger kujer neyên darezandin wê 20 sal di ser de derbas bibe û di bin navê demboriyê de ew doz bê hilweşandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji destpêkirina proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê, îro ew prose qediya. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê bi vî awayî ne: + +PDKê 39 hezar û 190 deng, YNKê 8 hezar û 748, Gorran 4 hezar û 783, Komel 2 hezar û 155 û Yekgirtû 498 deng bi dest xistine. + +Niha jî proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo encûmena parêzgeha Hewlêrê destpêkiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hakim Qadir Hemecan ragihand ku polîtbîroya YNKê wê îro bicive. + +Hemecan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku polîtbîroya YNKê wê îro civînekê li dar bixe. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, di civîna îro de wê awayê beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de û dema ku Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye ji bo binavakirina serokwezîr û cîgirê wî, bê gotûbêjkirin. + +Hakim Qadir Hemecan herwiha got ku ew li ser daxwazên xwe israr dikin û di heman demê de gotûbêjan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam dikin. + +Li gor çavkaniya zaiyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, YNKê daxwaz kiriye ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bê guhertin û bibe wezaretek û ew wezaret jî di kabîneya heştem de bibe para wê. + +Çavkaniyeke bilind ji YNKê ji Rûdawê re ragihand ku ";eger Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr bike wezareta navxwe di dest wê de bimîne, wê demê YNKê daxwaz dike ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û di destê YNKê de be";. + +Çavkaniyê diyar kir ku eger ew wezaret bikeve destê YNKê de wê demê ewê amade be ji koma her 5 wezaretên ku jê re hatine veqetandin 4 wezaretan werbigire. + +Duhok (Rûdaw)- Li bajarê Duhokê rûniştineke vekirî li ser bihêzkirina vîna welat li şûna vîna eşîretê hat lidarxistin. + +Di rûniştinê de hejmarek endam û serkirdeyên partiyên siyasî li deverê amade bûne. + +Beşdarên rûniştinê di wê baweriyê de bûn ku encamên her du hilbijartinên borî li Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku vîna eşîretê ji vîna welat li devera Badînan bihêztir bibe. + +ئینترۆ : ژبۆ پشتهڤانیا كاركهرێن باژێرڤانیا گرعزێر كه زۆربهیا وان پهكهفتینه وب مووچهیهێ رۆژانه كه كوژمێ 8000 دینارى وهردگرن وپشتى دخوازا ههلهتهكا پاكرنێ بۆ وێ ناوچهیێ ل فهیسبۆك هاتیه بهلاڤهكرن ب دههان گهنج بهشداربوون +وهك پشتهڤانیهك ژبۆ كاركهرێن باژێرڤانیا گرعزێر كه مووچهیهكى رۆژانه یێ كێم بهرمبهرى كارێ ئهنجامددن وهردگرن ههلهمهتهكا پاككرنا جادهیێن وێ ناوچهیێ ژ ئالیێن چهند گهنجانڤه دهستپێكر كه دخوازیا وێ چهندێ ب رێكا فیسبۆكێ بوو . +حهمهد حهجى : بهشداربووى " مه دیت كو باژێرڤانیا مه هاریكار نینه ژبۆ پاككرنا جادهیان مه ب رێكا فهیسبۆكێ نڤیسى كو ئهمێ دهست ب ههلمهتهكا پاككرنێ كهن وئهف گهنجه بهشداربوون كه زۆرن وب چهند جیهان كاردكهن " +خدر شاقولى هۆزانڤان " ئهز ژ سیبا شێخ خدر هاتم من ل سهر فهیسبۆك دیت وكهیفا من هات ودخوازم ل ههموو گوند وكۆمالگههان بێت دا بهرپرس زانب نكا چهندى كێم تهرخهمن " . +سهعدى سلێمان قوتابى " كاركهرێن باژێرڤانیێ ژ دهمژمێر ههفتى بهیانى تا دویى پشت نیڤرۆ كاردكهن ب ههشت ههزارى وههموو كێم ئهندامن لهما وهك پشتهڤانى بۆ وان ئهم هاتن " . +جهێ دلگرانیا ئهوان خوهبهخشان گهلیشهیا زۆر یا ل تهنشت قوتابخانا بوو +فهرحان ئهلیاس شێخۆ : خوپهخش " مه چهند جادهیهك پاككرن لێ زهمیرێ كى مرۆڤى قهبوول دكه ئهف ههموو گهلیشه ل بهر دهرگههێ ئهڤان قوتابخانێن ناوهندى وئامادهیى " . +ژبۆ وێ ههلمهتێ دهستێن هاریكارژى ههبوون ژبۆ كرینا كهل وپهلێن پاككرنێ +زێدان خهلهف خوهبهخش " ڤیان دهخیل ئهف دولكێن گهمارێ كه ژمارا وان 35 دۆلكن كرین ودكتۆر ماجد خهلهف حهمۆ دوو هزار زلفێن گهلیشێ كرین لێ بلا خهلك ب زانێ نه رێڤهبهرێ ناحیێ نه سهرۆكێ ئهنجومهن ونه رێڤهبهرێ باژێرڤانیێ نه هاتن " . +ناحیا گرعزێر 22كم رۆژئاڤایى باشورى شنگال كه ههموو خهلكێ وێ كوردێن ئێزیدى نه وهكو كارگێرى سهر ب قهزا بهعاج ڤهیه ل پارێزگهها نهینهوا وههردوو كۆمالگههێن سیبا شێخ خدر وگرزهرك ب خوه دگرێ + +Amed (Rûdaw) - Kongreya Îslama Demokratîk ku ji aliyê Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, bi tevlibûna 349 delegeyan li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê dest pêkir. Kongre dê du rojan bidome. + +Kongreya Îslama Demokratîk, îro li Amedê dest pêkir. Nêzîkî 6 mehane amadekarî dihat kirin û ji welat û derveyê welat 340 delege tevli bûn. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, hevserokên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, nivîsfkar Ayetullah Kanhan, Ayhan Bîlgen, akademîsyona Bîlan Sanbur, îlahiyatvan Fadil Bedîrhanoglu, nivîskar Îhsan Elîaçik, Huda Kaya, Doç Dr Îbrahîm Bor, Prod Dr Kadrî Yildirim, neviyên Şêx Saîd Kasim Firat, û gelek kesên din yên ji parlamenter û kesên ji derveyê welat hatibûn tevli bûn. + +Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da. kongre bi xwendina Quranê dest pêkir. Piştre axaftinên vekirinê hat kirin. Li ser navê Komîsteya Kongerya Îslama Demokratîk Prof. Dr. Qadrî Yildirim axaftina vekirinê kir. + +Yildirim mijara ‘Kurd û Îslamê, pirsgiarêka kurd û hakemiya îslamî’ nirxand. Yildirim li ser navê kurd sekinî û li ser welatê kurdan û Kurdistanê rawestiya. Piştre jî li ser îslambûna kurdan sekinîû go,t kurdan di dema Hz. Omer de bi girseyî îslam nas kirine.Yildirim da zanîn ku piştî kurd bûne musulman, xwe ji îslamê re feda kirine û her wiha di îslamê de li ser şer, aştî û agirbestê sekinî. + +Yildirim, her wiha diyar kir ku di Quranê û suneta Pêxember de yek ziman, yek nasname û yek reng tine û got ,li şûna wê pir nasname, pir rengî û pir zimanî heye. + +Rêveberê Kantona Cizîrê Nureddîn Şakîr jî axivî û di destpêka axaftin axwe de kêfxweşiya xwe ya bo tevlibûna kongreyê anî ziman û silavên Rojava ragîhand û balkişand ser rewşa Rojava û got: ";Bi xendek û dîwarên şermê dixwazin Rojava bifetisînin.Lîstik tên lîstin. Serê mirovan tên jêkirin. Hewcedariya Kurdistana Rojava bi yekitiyê heye..."; + +Di dema axaftina Şakîr de li salonê demên hestiyar hatin jiyîn û hevseroka şaredariya Amedê Gulten Kişanak û jinan rondik barandin. + +Piştî Şakîr, Firat Anli jî axaftinek kurt kir. Anli da zanîn ku gelek kêxweş û serbilindin ku ji konferanseke wisa girîng re malovaniyê dikin. Anli ji hemû delegeyan re dspas kir û got bila kongre li civaka îslamê pîroz be. +Hat zanîn, kongre dê du rojan bidome. + + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser rêya di navbera bajarê Heleb û Kobanî derdora 25 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî revandin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piraniya wan girtiyan ku mamosteyên dibistananê ne, roja sêşema borî ji bo wergirtina mûçeya xwe çûbûn bajarê Helebê, lê ew di rê vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin. + +Malbatên mamostayên girtî ji Tora Medyayî ya Rûdaw re tekîd kirin ku ew mamoste roja çarşemê saet 11ê sibehê ji bajarê Helebê vedigeriyan Kobanî û heta îro negihiştine malên xwe li Kobanî. + +Malbatan herwiha gotin ku ew ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û 2 otombîlên ku ew pê vedigeriyan Kobanî li ber mexfereke DAÎŞê li herêma Munbicê rawestiya ne. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li herêma Til Berekê ku Kurd û Ereb tê de dijîn û hinek navçeyên wê di bin kontrola DAÎŞê û hinek di bin kontrola YPGê de ne, bac li ser cotkaran tên ferzkirin. + +Çavkaniyekê ji gundê Boncix ê li ser rêya di navbera depoyên genim ên Kebeka û bajarokê Til Berekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";çekdarên DAÎŞê ji cotkarên gund re gotine ku nabe ew genim û cehê xwe bêyî amadebûna wan biçinin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";armanca DAÎŞê ji vê yekê ewe ku berhema cotkaran ji xwe re bibe yan jî bacê li ser wan ferz bike";. + +Li aliyê din, çavkaniyên ji gundê Kebeka ji Rûdawê re ragihand ku ";Hêzên YPGê yên ser bi PYDê ve ji hemwelatiyên gund xwestine ku 10% ji berhema xwe ya genim bidin wan";. + +Bi gotin awan çavkaniyên ku nexwestine navê wan bê aşkerekirin, ";YPGê ji xwediyên derasan xwestiye ku her yek ji wan 15000 lîreyên sûrî (nêzîkî 90 dolarî) wek bac bidin YPGê";. + +Çavkaniyên ji gundê Kebeka gotin ku ";YPGê bi hênceta ku şervanên wan derasyên wan diparêze ew pere xwestine";. + + +Li gorî amarên fermî yên dewleta Tirk 13 hezar û 806 jin, zarok û mêr hatine kuştin, derdora 14 hezar dêrsîmî jî hatine mişextkirin. Li gorî lêkolerên serbixwe jî zêdetirî 90 hezar jin, zarok, mêr hatine kuştin. +Rêberê Berxwedana Dêrsîmê Seyîd Riza dema ji bo hevdîtinê diçe Ezirganê li wir tê girtin di 17ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim a Xarpêtê digel şeş hevalên xwe tê bidarvekirin. +Li şûna ku em cih bidin kesên xwedan nasnavên profesor, doktor, amar û daxuyaniyên fermî; +bi ser kesên jiyayî ve qalkirina bûyerê, dê sûdbexştir be. Jixwe dîroka herî rast a Kurdan, dîroka devkî ya gihêştiye heta niha. +Fatma Sezgîn: +Di gundê Sogayîxe de em di nava zeviyê de bûn, beşek ji pez veqetandibî û hinek jin di nav wan pezan de bûn, birin diyarê Mamekiyê. Jin, mêr, zar û zêç birin Newala Sarkiyaçîn li wir jin ji wan veqetandin û birin ser qîş. Bi ser xulekekê jî derbas nebû qêrîn û wajîna jinan te digot qey erd û asîman gihand hevdû. Qêrîn û hawara jinan gihêşt heta Azûr û Sarkamo. +Leşkeran destdirêjî li jinan kir û pê jinan lîstin. Piştre jin dîsa birin cem mêr û zarokan. Li wir çekên makîneyî danîn. Bi şûrê serê çekan zikê jinên ducanî diqelaştin û bi pitikên ku ji zikê wan derdiket bi serê tifingên xwe de dilîstin. + +Kemerê Duzgin wan rojan tu rojan bîne serê wan jî.. Ez çi bikim. Hemû li hev civand û li wir hemû kuştin. Heta par, pêrar jî hestiyên wan cangoriyan li wê newalê bûn. Bûka min û çend xizmên min reviyan çûn ser çiyan. Jina Xidir Kaymaz jî keça xwe fetisand/xeniqand. Birin li newala jêrî gundê Vartînîkê veşartin. Meytên zarokên xwe yên fetisandin, li vir binax kirin û reviyan. + +Av bi ser deriyê şikeftê de diherikî. Em çûn hundirê wê şikeftê. Piştre leşker hatin. Leşkeran hatin ew zarokana ji bin axê derxistin û bi şûrên serê tifingan laşên wan kirin du parçe. Em jî li şikeftê ji ber birçîbûnê li ber mirinê bûn. Me xwe bi xwarina axê dixapand. Ger em bi ketina destê wan dê çi bianiya serê me? Dê dest biavêtina me jî. Ji tirsan em newêribûn ji şikeftê derbikevin. Hemûyan jî biçûkên xwe ji bo deng neçe leşkeran fetisandin. Pismamên min jî girtibûn, lê nekuştin, şandin mişextiyê. Ew rizgar bûn. Mirovên me yên din jî di newalan de kuştin. Dest avêtin jinan, pê lîstin, xirabî bi wan kirin. + +Jinên ku fîstanên wan dirêj bûn, leşkeran cilên wan bi şûrên serê tifingên xwe diqetandin û jin şilf û tazî dikirin. + +Li aliyê din jî kurê Haydar axa got ku lawê Xidir axa jî di nav de gelek kes kuştin. Em çûn cihê komkujiyê. Li wir hinek kes giran birîndar bûn, lê sax bûn. Birîndaran ji me re gotin ku ji bo xatirê Dozdeh Îmaman hinek avê bidin me. Li wir av tune bû. Ji newala jor avek diherikî lê ji ber havîn bû germ bû. Herwiha av ji xwînê sor bibû. Me birîndar birin ser avê. Piştî av vexwarin, mirin! +Ji Vartînîkê jinek hebû. Hevjîna Alo Qer bû. Gulle lê ketibû, birîndar bû. Me bi xwaliye diniximand, ew derdiket. Me dixist binê xwaliyê, ew derdiket. Piştre me got, ez qurban, di binê xwaliyê de bimîne, leşker li çarnikalê me hene. Ger me bibînin, dikujin. Di binê xwaliyê de bimîne, em axê neavêjin ser te. +Hinek hîn diperpitîn, hinek jî ji mêj ve mirîbûn. Hinekan jî ji bo xatirê Dozdeh Îmaman av dixwastin. +Axayên Çuxûrê jî kom kirin birin newala li jorê Mazgêrdê hemû kuştin. Sindoqa lawê Hesen Axayê Mamo di mala Îvram Axa de bû. Îvram Axa kuşt. Sindoq rakirin li erdê xistin. Tê bîra min, hingê zarok bûm. Tiştên di nava sindoqê de hemû pert û belav bû. Zîv, lawante, porselen, firaq û fol yên sindoqê hemû pert û belav bûn. Mala wî jî li wir talan kirin. Wê rojê heta êvarê hevjîna Îvram Axa û bûka wî di bin tava havînê de ma. Piştî ku êvarê leşker kişiyan, çûn hundirê mala xwe. +Me dît, ev ên berê pir dîtin. Ez hingê zarok bûm. Ez li mala Sûran bûm. Me birçîtî jî dît. Lê ne birçîbûn, ne jî tirs tê bîra min. Alo Tol kuştibûn, jin û zarokên wê jî ji hinda mala Hesen Axa ve dianî. Yek ji zarokî wî mezin bû, navê wî Mistefa bû. Leşkeran gulle berdan Mistefa. Diya wî xwe avêt ser kurê xwe. Yên sax mayî jî rê kirin mişextiyê. Em hemû jî pir baş dizanin bindestî û bêkesî çi ye. Gelê me di newal, gelî û mesîlan de hat qirkirin. Di Newala Laç de çi bi wan de kişandin çi nehat kişandin. Demenanî hemû qir kir. Ez nizanim çi bêjim. + +Fatma Sezgîn + + +Silêmanî (Rûdaw)- Veqetanidn û hejmartina dengên dengdana taybet li parêzgeha Silêmaniyê bo hilêbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena aprêzgehên Herêma Kurdistanê berdewame. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê jî, bo Parlamentoya Iraqê 13 hezar û 500 deng hatine veqetandin û encam bi vî awayî ne: + +YNK: 7 hezar û 59 deng + +Tevgera Gorranê: 4 hezar û 90 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 516 deng + +PDK: 485 deng + +Komela Îslamî: 400 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 45 deng + +Tevgera Îslamî: 41 deng + +Herwiha 725 dengên pûç û 88 formên vala di nav wan dengên veqetandî de hebûn. + +Bo hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, 4 û 500 deng hatine veqetandin, encam jî wiha ne: + +YNK: 2 hezar û 491 deng + +Tevgera Gorranê: 2 hezar û 79 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 187 deng + +Komela Îslamî: 174 deng + +PDK: 132 deng + +Tevgera Îslamî: 24 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 11 deng + +Herwiha di nava dengên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de jî 157 dengên pûç û 12 formên vala hebûn. + + +Amed (Rûdaw) - Di Kongreya Îslama Demokratîk ku li ser peymana Hz. Muhammed a Medînê radiwestin bi axaftinan dest pêkir de peyama Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin. Ocalan di peyamê de anî ziman ku 2 hêzên navendî yên wekî kapîlatîst-emperyalist û netew-dewlet bi bîrdoziya nijadperestiyê dixwazin ola îslamê ya rastîn berovajî bikin. Ocalan da zanîn ku tevgera azadiya Kurdistan dê ti carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama radîkal binav dikin û dê ti carî firsendê jî nedene wan. + +Konferansa Îslama Demokratîk li Otela Green Parkê bi panêlan berdewam dike. Di konferansê de peyama Ocalan hat xwendin. Naveroka peyama Ocalan a têkildarî konferansê wiha ye: + +"Ji Kongreya Îslama Demokratîk re +Birayên min ên mumîn: +Li navendên serek yên qada Îslamê guhertinek mezin pêk tê. Di vê pêngavê de îxanet û îsyana wê pêk tê. Di ferqa ku ger bikaranîna têgehên ";Kurdistan"; û ";Demokratik"; kêm û şaş bên famkirin, dê rê li pêş kêmasiyên din vekin û ji bo ku em rê li pêş şayiyên mezin bigirin û rê li pêş rastiya cewherê wê vekin, di bikaranîna têgehan de neketim nava fikaran. + +Bi taybetî du bizavên wekî navendên îslama hatin zanîn û heta îro bi feraseta îxdîdarê ya selefî ya Îrana şia ku bi hişmendiya dewletparêziyê tev digere taxrîbatên mezin bi xwe re anîye. Li hemberî vê yekê bi têgehên demokrasî û gel bilindkirina ala têkoşînê wekî erkekî girêdana cewherê olî diparêzim û qebûl dikim. Li dijî du navendên îxtîdaran ên ku navendênwan dewletparêzin, bi sersivdayîna îslama demokratîk, sincî, politîk û civakî ya navenda wê demokrasî û meskenê niştecihî ye wekî erka vîna bingehîn a kongreyê dibînim û silav dikim. + +Herdu bizav jî bi bizavên navendî yên îxtîdar û dewletparêziyê, bi bilindbûna kapitalist emperyalistê pêş ketine. Ev herdû têheg di serdema saltanata serdest de di hilweşîna Împaratoriya Osmanî de bikar anine. Bi taybetî ji ev bizav, ji aliye Împaratoriya Îngîlîstanê ku wekî Hegemona nû ya cihanê ye hat bikar anîn. Hêj jî ev têgeh zêde têbikar anîn. + +Di herdu navendan de jî mikropa nijadperestiyê li dijî cewherê ola îslamê hatin bikar anîn. Di avakirina dewletên netew de ji bo pergala Netew Dewletê ava bike têgehên zor ên kapitalist emperyalizmina sereke bikar anîn. Bi rêbaza zorê li dijî gelê xwe bi a wayekî zalimane bêyî têkevin nava fikaran bikar anîne. + +Lewra feraseta umeta îslamê bi cewherî netew-dewletê ve napercime. + +Ji xwe împaratoriya Îngîlîstanê bi boneya umeta îslamê perçe bike netew dewlet pêş xist. Dîsa pîrdoziya wê ya sereke bi zanebûn nijadperesti pêş xist. Ev feraseta nijadperestiyê bi hiş û rahîm (malzarok) a umeta islamê ve pesinand. Di 200 salên dawî de di meskenê îslamê de nirxên gel ên îslamê perçe kirin û tahrîp kirin. + +Birayên min ên mumîn: +Îslam bi sarstî li ser navê ol, gerdûniya herî dawî diparêze û nûnertiya olên dawî dike. Hem ji ber ziman û hem jî ji ber felsefeya xwe gernûniyek girîng bi dest xistiye. Di vê yekê de şik û guman tune. Lê tiştê ku ez di vê felsefeyê de herî girîng dibînim jî aliyê ";yek" e. Vê yekê dixin meriyetê. Gerdûniya vê yekê xwe di ";Yekîtiya Xweda" de bi hêzdarî nîşan dide. Di serê peyvirên me yên bingehîn de bi Nas'ên Xwedê yên ne girêdayî war û demê, weki heman "Yek" yên berpirsiyariya nas'an bên destgirtin û mafê wan teslîmî wan bê kirin. Ez bi têgehek zanîstî bêjim, Divê em pêkanîna şênber a rêgezên giştî bi adîlane û azad bi ser bixin. Dîsa bi şênberî bi tevahî di hemû zindîwaran de û bi taybetî di civakên girêdayî mirovan de li gorî gerdûniya îslamê li gorî nêzîkatiya adilane û azad em pêk Bînin. + +Divê mafê qul neyê xwarin û maristanî neyê eciqandin. +Lê ji ber du navendên zalîmane xerabkar ên wekî ";hizbullah"; û ";El Qaîde"; yên bi feraseta kapitalist kirine bela umeta îsalmê. Ev yek temsîliya faşizma rojane dike. Faşîzm, bi darvekirinê û jêkirina seriyan di serî de gelê Kurdistanê li dijî hemû mirovên musluman û ne musliman pêk tê. Faşîzma nijadperest, otorîter û laik, duh jî û îro jî hêj pêkanînê xwe yên faşizma dewletparêz didomîne. Dîsa oldariya radikal û faşizm bi destê van 2 bizavan pêk tîne û dixe meriyetê. + +Birayên bawermendên birêz; +Tevgera Azadiya Kurdistan dê ti carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama rasîqal binav dikin û dê ti carî firsendê jî nedene wan. Ez bawerim ku, tevgera azadiyê ku hun temsîl dikin dê li hember nijadperestî,cînsî,desthilardariya zilam ya kapîtalîst ku xwe wekî zanist binav dike dê ev tevger demorasiya rasîqal û qada azadiyê ew bi xwe bike. Ez banga Bawermendên Îslamiyeta nûjen a ";yekîtiya milletê";watedar dibînim. Lê belê ev tu car nayê wateya, yek dewlet, yek millet, yek al’ê.Belovajî di ayetekî de jî derbasdibe,";Ji ber ku hun hev nasbikin,me hun wekî qewmên cûda afirandin";ev hukum bixwe di navxwede PIRANIYA DEMOKRATÎKA WEKHEV Û AZAD di afirîne û û yekîtiya qewmên din ên ";yekîtiya milletan";îfade dike. Kongreya we hem ji bo Îslama gerdûnî û hem jî ya takekesî hêviya min ewe ku Yekîtiya Milletan xurt bike û ji pirsgirêkên hîzîbî, mezhebî û tekekesî re nizikatiyên rast derxîne holê. Ez divî mijarê de bawerî û hêviyên xwe dixwazim parve bikim." + +Tevgera me ol-laîkê bi hegomanyaya bîrdozî ya rojavayê re naxeniqîne. Li gorî min îslam bi xwe jî olê bi laîkê ve asê bike şaş e. Ev yek tevahiya jiyana di Îslamê de xirab dike. Disa rêgezên Îslamê weke tu dê bêjî modeye li ser kincan dane nasîn ji nêzîkahiyekî pozîtîvîst wêdetir nîn e. Heke îla danasînekî Îslamê ya rojane bêkirin li gorî min çanda îslam a ji hemû kesî re ya herî nêzîk e. Ya bi Çanda Îslamî tê fêmkirin hem a hatî pêkhatin û hem jî tê wateya civaka Îslamî. Em jî birînekin ku şert, şikil û îbadeta îro pêktê ji şertên Îslamê ya destpêkir gelek dûr e. Peyva yekemîn "Bixwîn e" bû. Yanî bi têkildarî fêmkirinê re bû. Ya esas ev e. Ev husus bi rihetî ji bo roja me jî derbasdar e. Ji bo wateya îslama rojane danisandina rastiya civakekî dîrok û rêgezên azad ên demokratîka adîl a civakên îslamê cîhadî ekber û cihadê şuray yanî rexne û renedayîn bê jiyîn e. Bi gotinekî din bi têkoşîna nefsî li dijî hêzên şer ên derveyî her tim nîşandan e. + +Birêyên rêzdar, kongreya we li gorî gotinên giştî yên min gotin watedar mayînde be û ji şunda jî sazîbûna wê gelek girîng e. Ev yek peywirek e û li pêşiya me dirawestê. Weke li welatên Îslamê bi giştî hewcehî bi sazîbûnekî îslama nû ya her tim heye. Ji bo ku cemeatên bi bingeha sulta, şîa, selefî û îhvanî yên ji kapîtalîzma kurevî xwe xilasnekirin pêdivî bi sazibûnekî nû heye û ev yek pêvîst e. Helbet çare Îslama Diyanet a fermî nîn e. Îslama Diyaneta Fermî xesandiye. Ev yek îslama nefermî bêwateye û xizmetê li dijî xwe dike û îslamekî karîkatur e. Ji faşîzmê heya lîberalîzmê gelek qadên wê yên xizmetê hene. Ji ber vê yekê rola îslama dijber dilîze. Cemaat hem fermî hem jî bêyîfermî pratîkên îslama dawî li Tirkiyeyê tên ceribandin, civakê li hemberî mînaqên herî desthilatdar, dijminê hawirdorê û talana kapîtalîzmê tîne. Rastiya Îslama adilane, azad û demokratîk alternatîfa wê ye û divê her tim xwe bi wate bike û her tim xwe sazîbûn bike. Navê sazîbûna nû li ser esasên rêxistinê û vînekî vûkuf dê pêk bê û ez dixwazin vi vê mijarê de baweriya xwe bînim. + +Herî dawî hinek derdor dixwazin tevgera me weke ateîst, komînîst û meteraylîst bidin nasîn. Mirov dikare ji wan re bêje "koleyên têgehan". Ez dikarim tenê vê yekê bêjim; heke xwezaya civaka îslamî rastiyek be oldar û ateîstê Îslamê çênabe. Ev yek têgeh in. Gelê ku her tim rastî mêtîngerî, êrîş, teknîkên şer ên herî pêşketî yên hemû kapîtalîstên kurevî, gelê kurd incax bi lehengiya weke Hz. Alî pêk bê. Em kevneşopiya îslaam edîl, azad û demokratîk temsîl dikin di vê mijarê de tu gumana min tuneye. Tevgera me ji bo vê îdîayê ji hemû gelên mezlum re parve bike û pêşengiya wê bike jî tu gumana min tuneye. + +Keyfxweşiya herî girîng sentezekî tevgerekî Selehadînî ya hemdem û tevgerekî Huseyînî ya hemdem e û çavkaniya îmanê ye. Ez banga parvekirin, vînbûnê û çalakiyê dikim. Bi navê xwendê yê azad û adil ê civakê û deweta yekîtiyê û dixwazim bi yekîtiyê bi bawerin û careke din kongreya we silav dikim. + +24 Nîsan 2014 +Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê +Abdullah Ocalan + +Hewlêr (Rûdaw)- Êvara îro, 10.05.2014, civîna polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi mebesta gotûbêjkirina helwesta xwe li himber beşdarîkirin di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistnê de, bidawî hat. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya melbenda yek ya YNKê, polîtburoya YNK pirsa biryardan li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di pêkanîna hikûmetê de avêt ser milê encûmena serkirdatiya xwe. + +Endamê polîtburoya YNKê, Rifeat Ebdullah derbarê mijarên din ên civîn de ragihand ku wan pêkanîna wezareteke nû ya bi navê ";Wezareta Asasyişê"; ya Herêma Kurdistanê û dayîna wê bi YNKê jî gotûbêj kirine. + +Ebdullah aşkere jî kir ku pêşniyaza damezrandina wezareta asayişê pêşniyaza PDKê bû. + +Ji aliyek din ve navhatî da zanîn ku di wê civînê de behsa diyarkirina kesekî bo posta cîgirê serokwezîr û sekreterê Parlametoya Kurdistanê nehat kirin. + +Wî endamê polîtburoya YNKê aşkere kir ku heta niha wan biryar li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di hikûmetê de nedane. + +Rifeat Ebdullah ragihand jî ku roja Duşemê dê encûmena serkirdatiya YNKê bicive û birayara dawî li ser çawaniya beşdarîkirina YNKê yan jî nebeşdarîkrina wê di hikûmetê de bide. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Gereke din danûstandinên di navbera Yekîtiya NIştimanî ya Kurdistanê (YNK) ûşanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser pêkanîna hikûmetê dest pêdike. + +Sibê, 11.05.2014, şanda danûstadinan a YNKê bi serokatiya Berhem Salih ligel şanda danûstandinan a PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dicive. + +Ev nêzîkî 8 mehan e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî hatine, lê heta niha kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn. + +Sedema sereke jî bo paşketina pêkanîna hikûmetê ew e ku di wan hilbijartinan de nexşeya siyasî li Herêma Kurdistanê hat guhertin, bi awayekî ku PDK bû yekem, Tevgera Gorranê bû duyem û YNKê jî bû hêza sêyem. + +Kêmbûna dengên YNKê di wan hilbijartinan de bû sebeba wê ku hejmara kursiyên wê kêmtir ji Gorranê bin û Gorranê şûna YNK bigire bi hejmar wezaretan û girîngiya wan wezaretan. + +Ji aliyê xwe ve YNK ji destpêkê de daxwaza yek ji wezaretên ewlkariyê dikir da beşdarî hikûmetê bibe û red dikir ku Wezareta Pêşmerge bibe pişka Gorranê, lê roja 17ê Nîsanê PDK û Gorranê rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin. + +Li gorî wê rêkeftinê Wezareta Pêşmerge, ligel çend wezaretên din ên sereke, ket destê Tevgera Gorranê. + +Herwiha wezareta din ya ewlekarî, ku Wezareta Navxwe ye, ma di destê PDKê de, tevî ku YNK rijd e li ser werigirtina wê, rayedarên PDK tekez dikin ku Wezareta Navxwe ya wan e û nabe bazar li ser bê kirin. + +Lewma niha YNK pêşniyaz dike ku Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û radestî YNK bê kirin da ku beşdarî kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe. + +Lê heta niha YNK helwesta xwe ji sedî 100 yekalî nekiriye ka gelo dê beşdarî hikûmetê bibe yan jî dê li derveyî hikûmetê bimîne û bibe opozîsyon. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive. + +Îro saet 12ê nîvro şanda danûstandinan a YNKê wê bi serpereştiya Berhem Salih ligel şanda PDKê li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bicive. + +Di civînê de wê pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê were gotûbêjkirin. + +Endamê polîtbîroya YNKê Aso Mamend duh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku yek ji pêşniyarên YNKê ji bo PDKê ewe ku wezareta asayişa Herêma Kurdistanê bê avakirin. + +Heta niha YNKê biryara xwe ya dawî nedaye bê ewê tevlî hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê bibe yan na. + +Duh polîtbîroya YNKê civînek li dar xist, lê li gor zaniyariyên Rûdawê di wê civînê de jî YNKê biryara xwe yekalî nekir bê ewê tevlî hikûmetê bibe yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Zêdetirî 250 hezar koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê dijîn û piraniya wan bi çavê xwe 2 proseyên hilbijartinan li Başûr dîtin û jiyan kirine. Ew van her du proseyan û hilbijartinên ku berê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtine, tînin hember hev û berawird û muqarne di navbera heman proseyê li her du welatan de dikin. + +Li Sûriyê her çar salan hilbijartinên parlamentoyê tên kirin û yên serokatiyê jî her heft salan birêve diçin. + +Xelkê Sûriyê dibêjin ku cudahiya herî mezin a di navbera hilbijartinên li welatê wan û welatên din de ewe ku li Sûriyê berî hilbijartin bi dawî werin, encamên wan naskirî ne, ji ber vê yekê jî gelek caran Kurd ne xwe dikine kandîd û ne jî dengê xwe bi kar tînin. + +Berî niha ji bo serokatiya Sûriyê hilbijartin çênedibûn û bi tenê referandomek li ser qebûlkirin an jî qebûlnekirina serok dihat kirin, lê vê dawiyê hinek guhertin di yasaya hilbijartinan li Sûriyê de pêk hatin û li gor wan, serok divê derbasî hilbijartinan bibe û rikberiyê li ser wê posta girîng bike. + +Ji bo hilbijartinên vê carê yên serokatiya Sûriyê, 3 kesan xwe kiriye kandîd, yek ji wan serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed e, lê ji ber ku piraniya welatên rojava û erebî li dijî van hilbijartinan e, lewra tê çaverêkirin ku ew ti çavdêrên xwe jî neşînin Sûriyê, berûvajî hilbijartinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê ku bi sedan kes û rêxistinên biyanî çavdêriya wan dikin. + +Ev yek jî sedemeke ku hertim Beşar Esed û berî wî jî Hafiz Esedê bavê wî, bi zêdetirî 97% ji dengan di posta xwe de diman. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye avakirin, duh gihişte bajarê Silêmaniyê û biryar e di van du rojan de bi serdanekê biçe Ewropayê. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda wan niha li bajarê Silêmaniyê ye û wê di van du rojên bê de ber bi Ewropayê birêkevin û ligel berpirsên Yekîtiya Ewropa, Îtaliya û Almanya bicive. + +Gedo diyar kir ku şanda wan li ser vexwendina çend parlamenterên ewropî wê destpêkê biçe Belcîka û li wir ligel berpirsên Yekîtiya Ewropayê bicive. + +Bi gotina Gedo, ";piştî Belcîka, şanda wan dê li ser vexwendina wezarta derve ya Îtaliya biçe Romayê û ligel berpirsên wê wezaretê bicive";. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê aşkere kir ku şanda wan li ser vexwendina çend parlamenteran jî wê biçe Almanya û dibe ku pişt re serdana Rûsya jî bikin. + +Derbarê armanca van serdanan de, Salih Gedo got ku ew dixwazin projeya rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin ji rayedarên Ewropayê re şîrove bikin û hewl bidin piştgiriya wan werbigirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Selma Îrmak dibêje ku dewleta Tirkiyê li herêmên ku Tirk lê dijîn xweşî û tenahiyê tê de li dar dixe û li herêmên Kurdan jî ";jehrê tê de belav dike";. + +Îrmak di festîvala piştgiriya şaredariya Şirnexê de ji raya giştî re diyar kir ku ";dewleta Tirkiyê di herêmên Tirkan de aştî û aramiyê diçîne û di herêmên kurdan de dijberî û pevçûnê pêş dixe";. + +Îrmak bal kişand ku ";ewê êdî nema rê bidin dewleta Tirkiyê ku erdengariya Kurdan de bi keyfa xwe tev bigere";. + +Selma Îrmak herwiha got ku ";gelê Kurd 30 salin li berxwe dide, ji vir û pêve jî êdî nema rê dide wê siyaseta dewletê ya qirêj ku heta niha li Kurdistanê dimeşîne";. + +Parlamentera bajarê Şirnexê da zanîn ku ";erdengariya Kurdistanê, jêr û jorzemîna wê têra herkesî dike, ji ber wê êdî ew dagîrkeriya berê ya dewleta Tirkiyê li Kurdistanê wek berê nema dimeşe û gelê Kurd wê rê nediyê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest ji kar kişandiye û biryar e daxwaza wî di civîna bê ya Parlamentoya Kurdistanê de deng li ser bê dayîn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, parlamenterê PDKê Nûrî Heme Elî ji ber sedemên taybet bi xwe, dest ji kar kişandiye û ji serokatiya parlamentoyê xwestiye ku dest ji kar kişandina wî bixe karnameya parlamentoyê. + +Heme Elî herwiha nameya dest ji kar kişandina xwe ji polîtbîroya PDKê û ofîsa Nêçîrvan Barzanî re şandiye. + +Duh şemiyê hat gotin ku parlamenterê PDKê Sîrac Ehmed Mihemed biryar daye dest ji kar bikişîne, lê wî ji Rûdawê re tekîd kir ku wî ti biryareke wiha nedaye. + +Silêmanî (Rûdaw)- Proseya veqetandina dengên dengdana taybet ji bo Parlamentoya Iraqê li hola Helgurd Arif li bajarê Silêmaniyê berdewam e. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta îro saet 12ê nîvro 33 hezar û 500 deng hatine veqetandin û encamên wan jî wiha ne: + +YNKê 18 hezar û 199 + +Gorran 9 hezar û 518 + +Yekgirtû 1 hezar û 43 + +PDKê 911 + +Komel 889 deng + +VT- Endamê komisyona Rêvebêriya Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistefa Karasu herî dawî +daxuyanîk dabû û di vê daxuyaniyê de karasu digot " berê me armanca avakirina dewleteke kurdî +hebû niha me dev ji vê armancê berda ye " daxuyaniyên karasu hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji +aliyê kurdên bakurê kurdistanê ve bi nêzîkî ve hatin şopandin û gellek şiroven cuda cuda li ser vê +daxuyaniyê hatin kirin. şewirmendê Serokwezîr yalçin akdogan piştî daxuyaniyên karasu yekemîn car +pesna qendîlê da û got qendîl ji oposizyonê baştir siyasetê dike û proseyê jî baştir fêm dike. Lê beşek +zêde kurd van daxuyaniyan ji bo kurda ne baş dimîn in û li ser vê vê daxuyaniyê rexneya PKKê dikin. +¤WA0 4840 4864 +SB- Kemal Burkay- Serokê Hak Parê +PKKê roja ku Ocalan hatiye girtin, hatiye tirkiyê, anîne tirkiyê, ji wê rojê vir de dev ji wan daxwazan +berdaye. Lê pişt re, çenda salan şûn de guhertineke piçûk çêbû. PKK û Ocalan got em konfedarasyona +demokratîk dixwazin. Pişt re got xweseriya demokratîk, yani bi tirkî dibêjin demokratîk Ozerklik; +kurdiya wê çiye? Xwemuxtariya demokratîk. Tabî ew jî tiştekî ecêb e. +VT- Endama Meclisa Partiya Demokrasiya Beşdar KADEP ê Yuksel Avşar jî girîngiyê bi wê yekê +dide ku PKK yan jî KCK nikare biryareke wisa li ser navê hemû kurdan bide. Avşar dibêje kurdên ku +dewleteke kurdî dixwazin hene û ne kêm in jî. +¤WA2 4840 4912 +SB- Yuksel Avşar- Endama Meclisa KADEPê +Ew dikare vê fikrê ser PKKê bêje, ema ser kurdan nikare viya bêje. Ew fikrê wî ye. dikare bêje. Ema +kurd hene gere em .. ew dibêjin em birayê mezin in. dibêjin tabanê me heye em kîtle partîsî ne. Yanî +alikariyê ji bo wî dikin. di nav wan de çep jî hene, rast jî hene,dîndar jî hene, merivên hesreta wan +kurdistan jî hene. +VT- Li aliyê din yên ku piştgriyê didin vê daxuyaniyê jî hene, nivîskarê kurd İskender Kahraman +rexneyên ji bo PKK tên kirin mafdar nabîne û dibêje demekê wan aliyan digot çima PKK şer dike niha jî +heman alî dibêjin çima PKK şer nake. +¤WA4 4888 4808 +SB- Îskender Kahraman- Nivîskar +Weke em dizanin PKK realpolîtîkê yanî rastiyên dinyayê baş dixwîne. Her çend di qada siyasetê de ne +înên meydanê, neşên pratîze bikin jî, baş analîzan diket. Rastiyên dinyayên baş dixwînît. Ez bawerim +ku pêngaveke sitratejîk e, rexê kurdên exleba tirkiyê ve jî tê qebûl kirin. +VT- Di gel tevlî bûna parlementerên BDP bo nava HDPê û daxuyaniyên qendilê, şirove herî zêde li +ser gorankariya polîtikayên PKK û siyaseta kurdan tên kirin. piranî şirovekar di wê baweriyê de ne ku +proseya çareseriyê bandora xwe li ser PKK kiriye û PKK jî edî politikayên xwe yên bingehîn diguher e. + + +Şingal (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê biryar da ku fewceke pêşmerge ji bo parastina qeza Şingalê ji gefên terorîstan were avakirin. + +Parlamentera Kurd a di Parlamentoya Iraqê de Viyan Dexîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro ew ligel şandeke devera Şingalê serdana serokwezîr Barzanî kirin û di hevdîtinekê de behsa rewşa Şingalê kirin. + +Viyan Dexîl aşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku fewceke hêzên pêşmerge ji bo parastina xelkê Şingalê bê avakirin. Herwiha got ku ew fewc wê ji 600 pêşmergeyan pêk were. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên Kurdên Êzdî ku karê çandiniyê li bajarokê Rebîhe dikirin, ji ber gefa grûpên çekdarên tundrew reviyane û vegeriyane Şingalê. + +Ew malbat piştî wê yekê reviyan ku 6 xortên Êzdî berî çend rojan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ev sê roje li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê asê maye û dibêje ku ";asayişa PYDê rê li ber digire û nahêle vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Siûd Mela roja înê piştî nîvro ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur bû û xwest di rêya deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re vegere Rojava, lê wek wî ragihandiye ku ";asayişa PYDê heta niha nahêle vegere Rojava";. + +Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew hîn li ser sînor e û li bendê ye ku rê li ber wî vebe ji bi ku vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Mela herwiha got ku ";niha gotûbêj di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de berdewam in ji bo ku ew bikaribe vegere";, lê tekîd kir ku ew gotûbêj hîn negihiştine ti encamekê. + +Sekreterê PDK-Sê berî niha gotibû ku ";asayişa PYDê jê re gotiye eger ew vegere jî dê were girtin an jî nefîkirin";. Derbarê vê yekê de jî Siûd Mela car din tekîd kir ku ";ewê her vegere mala xwe û wê demê kî çi dike bila bike";. + +Heta vê gavê ne asayiş û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ti daxuyanî derbarê rêgirtina li sekreterê PDK-Sê de belav nekirine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin ku hindî ku desthilatdariya serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xurtir dibe, êdî tehemula wî ji rexneyan re namîne û karvedanên ku li hemebrî serokê sendîkeyên parêzerên Tirkiyê Metîn Feyizoglu mînaka herî berbiçave. + +Dadgeha destûra bilind a Tirkiyê ku di demekê de hikûmeta Tirkiyê û Erdogan gelek pesna wê didan û di gelek mijaran de bûbû çareseriyek bû berterefkirina partiyên opozîsyonê di parlamentoya Tirkiyê de, roja 25ê nîsanê û piştî axaftina serokê wê Haşim Kiliç di 52yemîna salvegera damezirandina wê de, êdî bû ciyê nerazîbûn û aciziyê ji Erdogan re. + +Kiliç di wê axaftina xwe de ji destêwerdana hikûmetê di nav saziyên dadwerî û dozgeriyê de bigre û heta azadiya ragihandin û mafê mirovan de, gelek rexne li hikûmeta Erdogan kir û Erdogan wê demê got ku ew axaftin siyasî ye û haşim Kilinç jî di nav gerdûna dewleta parelel de digere. + +Roja 10ê gulanê jî di 146emîn salvegera damezirandina encûnmena serweriya Tirkiyê de û dema ku serokê sendîkayên parêzeran li Tirkiyê Metîn Feyizoglu axifî û rexne li hikûmetê kir, Erdogan aciz bû, lê vê carê him dijûn kirin him jî hola civînê berda û derket. + +Feyizoglu ji pisgirêka qurbaniyên erdheja bajarê Wanê de bigre heta bi qanûna MÎTê destêwerdana hikûmetê di nav saziyên dadwerî û dozgeriyê û mafê ragihandinê heta cejna yekê gulanê li qada Taksîma Stenbolê de, rexneyên tund li hikûmeta AKPê kir, vê yekê jî hişt ku Erdogan destêwerdana axaftina wî bike û bêje ew bê rêztî û bê terbiyetiye û pişt re got ku hemû axaftinên Feyizoglu siyasî ne û ne hiqoqiye, lê Feyizoglu jî diyar kir ku wê ti bê rêzî nekiriye û hemû axafitinên wî watedar bûn. + +Rayderên encûmena serweriya Tirkiyê gotin ku raste serokê sendîkayên parêzeran Feyizoglu li dewsa ku 20 xuleyan biaxife yek demjmêr axifî, lê tiştê ku axifiye wan ti bê rêzîtî tê de nedît. + +Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku eger Metîn Feyzioglu bi awayekî hiqûqî mijarên siyasî û destêwerdana hikûmetê li ser azadiyan û saziyan rexne kiribe nayê wê wateyê ku ew siyasetê dike, ew hiqûqnase û mafê wî jî heye ku nêrînên xwe bêje û rexneyan jî bike û axafitên serokê dadgeha destûra bilind Haşim Kiliç jî di heman naverok û astê de bû. + +Kiliçdaroglu got ku ";diyare êdî hikûmet pîvana xwe wenda kiriye û êdî ti rexneyan ji ti kesî jî nema qebûl dike û hemûyan wek dijmin dibîne";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev 9 rojin 27 ciwan û xortên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber dijwariya jiyanê derbasî Iraqê bûne, li cem hêzeke Artêşa Iraqê li bajarê Mûsilê girtî ne, malbatên wan bang li serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi hawara kurên wan ve biçin. + +Her 27 kesên ku çend xwendekarên zanîngehê jî di nav wan de hene, roja 3yê nîsanê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê, lê ew li navçeyên Kurdan ên ku li derveyî desthilatdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve hatin girtin û ji wê rojê de di zindana el-Kindî de ya li bajarê Mûsilê girtî ne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew 27 ciwan ji ber rewşa aborî ya xirab a Rojava û ji bo ku kar bikin û alîkariya malbatên xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, bikin, hatine Başûrê Kurdistanê. + +Malbatên wan ji Rûdawê re dibêjin ku berpirsên Atêşa Iraqê kurên wan bi ";endamtiya di grûpên tundrew"; de tometbar kirine û ewê roja 14ê vê mehê wan bidin dadgehê û wê demê dadgeh wê biryarê li ser çarenivîsa wan bide. + +Çavkaniyên ji aliyên kurdî li Mûsilê ji Rûdawê re gotine ku ";îstixbaratên Mûsilê dibêjin her 27 xortan ji hêzên artêşa Iraqê xwestine ku wan vegerînin ser sînor ji bo ku car din derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin";, lê ji ber têkiliya di navbera rêveberiya parêzgeha Mûsilê û Artêşa Iraqê de ne başe, kes nikare van zaniyariyan piştrast bike yan jî zaniyariyên hûr li ser çarenivîsa wan xortan bi dest bixe. + +Malbatên her 27 girtiyên Kurd bang li serokatiya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî dike ku bi hawara kurên wan ve biçin û wan ji zindana artêşa Iraqê li Mûsilê azad bikin, ji ber ku kurên wan penaberin û ji bo debara jiyana malbatên xwe hatina Başûrê Kurdistanê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li nêzîkî bajarê Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê, termên 16 şofêrên taksiyê hatin dîtin. Asayişa Silêmaniyê jî dibêje, li gorî lêkolînan ew şofêrên taksiyê ji aliyê çekdarên rêxistina El Qaîdê ve hatine kuştin. + +Duh (10.05.2014) li ser rêya navbera bajarên Kerkûk û Silêmaniyê û li nêzîkî gundê Kanî Şeytanê, komek term hatin dîtin ku paşê eşkere bû ku termên şofêrên taksiyê in û beriya 11 mehan hatine kuştin. + +Jêderekî ji Asayişa Silêmaniyê ji Rûdawê re got, gellek kes di kuştina wan şofêran de beşdar bûn lê heta niha tenê 9 ji wan hatine girtin. + +Wî jêderî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got, di nav kesên ku hatine girtin de 3 ji wan li sûcên xwe mukir hatine lê hin tohmetbar din jî hene ku hê nehatine girtin. + +Li gorî agahiyên berpirsên asayişê, termên wan şofêran li nav baxê kurdekî de hatibûn veşartin. Wî jêderî asayişê da zanîn, xwediyê bax yek ji tohmetbarên serekî yên kuştina şofêran e ku piştî kuştina şofêran, taksiyên wan jî radestî rêxistina El Qaîdê kiriye. + +Helbet termên 16 şofêrên ku hatine kuştin, li du cihan hatine dîtin, 5 term li nêzîkî bajarokê Çemçemalê yê girêdayî Silêmaniyê û 11 termên din jî li nav baxekî de li gundê Kanî Şeytanê yê Kerkûkê hatine dîtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Parlamentoya Kurdistanê dê roja sêşemê (13ê Gulanê) bicive lê heta niha bernameya civîna parlamentoyê negihîştiye destê endamên parlamentoyê. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq, îro ji endamên parlamentoyê xwest, roja 13ê Gulanê û saet 11:00 bi dema Hewlêrê kom bibin. + +Lê di daxuyaniya serokê parlamentoyê de qet behsa beraneya civîna parlamentoyê nehatiye kirin ev jî berovajî banga civîna borî bû, ji ber ku di banga civîna borî de bernameya karê parlamentoyê jî hatibû ragihandin. Li gorî qanûnê divê 48 saetan beriya civînê bernameya civînê bigihîje destê endamên parlamentoyê. + +Endamê Parlamentoya Kurdistanê li ser lîsteya YNKê Zana Ebdulrehman, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, heta niha bernameya civîna roja sêşemê negihîştiye destê me. + +Zana Ebdulrehman diyar kir ku bernameya karê civînê pir dereng dimîne û got, hinek caran civîn tê lidarxistin lê bernameya civînê nayê amadekirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya şandeke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro beriya nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya şandek ji rayedarên pilebilind ên YNKê kir. + +Li gorî nûçeyê, di civînê de behsa rewşa Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin her wiha li ser hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Kurdistan û Iraqê hat axaftin. + +Di civînê de hat gotin ku divê hemû aliyên kurdî li hember her cure pêşhat û guhertinên Iraqê yekhelwest bin. + +Barzanî li ser encamên hilbijartinên 30ê Nîsanê jî axivî û pîrozbahî li YNKê kir ji ber pêşketina wê di hilbijartinan de. + +Di beşek din a civînê de mijara pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê di demek zû de kabîneya nû pêk were û hemû hêzên serekî yên Kurdistanê jî beşdar bibin. + +Hat zanîn, mijarek din a hevdîtina Barzanî û şanda YNKê, arîşeyên deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda YNKê ji van kesan pêk hatibû: Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûo, Berhem Salih, Berpirsê Kargêrî yê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên polîtburoya YNKê Omer Fetah,Hakim Qadir û Îmad Ehmed. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, nameya ku Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re nivîsandibû, gihîştiye Qendîlê. + +Şanda HDPê di hevdîtina 26ê Nîsana îsal a bi Ocalan re gotibûn, Ocalan gotiye dê nameyekê ji KCKê re binivîse. + +Li gorî nûçeya DÎHAyê, nameya han ku ji 18 rûpelan pêk dihat, gihîşt Qendîlê. + +Li gorî nûçeyê, Ocalan her wiha ji kongreyên her du partiyên BDP û HDPê re jî name nivîsandiye ku her name ji 4 rûpelan pêk tê. + +Her wiha hat zanîn, şanda HDPê dê di rojên pêş me de serdana Qendîlê bike û bersiva nameya Ocalan ji rayedarên KCKê werbigire. + +Wekîlê koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Idrîs Balûken jî çûyîna Qendîlê piştrast kir. + +Dema rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, nameyekê dinivîse ew name destpêkê ji aliyê rayedarên dewletê ve tê kontrolkirin paşê radestî şanda HDPê ya ku bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne, tê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî, eşkere kir ku Tûnis dê nûnertiya balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke her wiha dê ji meha bê ve geştên asimanî navbera her du welatan de dest pêbike. +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî îro li Hewlêrê bi berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevdîtin pêk anî. +Li gorî nûçeyê, Semîr Cemaî eşkere kir ku ew dixwazin nûnertiya balyozxaneya Tûnisê li Iraqê li Herêma Kurdistanê vekin û bo vê yekê hemahengiyên pêwîst bi Wezareta Derve ya Iraqê re kirine. +Balyozê Tûnisê li Iraqê her wiha da zanîn, ji destpêka meha Hezîrana îsal ve dê geştên asimanî navbera Hewlêr û Tûnisê de dest pêbike û wiha got: ";Em hêvîdar in ev gav bibe destpêka pêwendiyên bazirganî, geştiyarî û kulturî yên navvera her du welatan."; + + +Dihok (Rûdaw) - Asayişa parêzgeha Dihokê berisva Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ku baskê PKKê li Başûrê Kurdistanê tê nasîn, li bara girtina endamekî wê partiyê dide û radigehîne ku endamê wê partiyê bi biriyara dozgeriyê hatiye girtin û niha di girtîgeha Zirka ya Dihokê de ye. +PÇDKê îdia kiriye ku endamê wan ê bi navê Ehmed Rêkanî ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatiye revandin û heta niha jî nayê zanîn ka li kuderê ye. +Li hember vê yekê, Asayişa Dihokê red dike ku endamê PÇDKê yê bi navê Ehmed Rêkanî hatibe revandin û serwendayî be û radigehîne, ew endamê PÇDKê bi awayekî qanûnî û li dûv biryara dadwerê lêkolînê yê asayişê û li ser pirseke girêdayî ewlehiya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. +Asayişê eşkere kiriye ku Ehmed Rêkanî niha di girtîgeha Zirka ya bajarê Dihokê de ye û endamên malbata wî, her wiha parêzerên wî dikarin serdana wî bikin, lêpirsîn digel navbrî berdewam e û her biriyareke dadwerê lêpirsînê bide ew dê Asayiş pêbend bin. +Asayişa Dihokê her wiha îdiayên PÇDKê yên ku dibêje Rêkanî ne li gor qanûnê hatiye girtin, red dike û dibêje, em ti kesekî li ser pirsên siyasî jî desteser nakin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku ti astengliyek li hember vegera Sekreterê PDK-Sê Siûd Mel abo Rojava tine û ew dikare vegere. Gedo her wiha got, ew dixwazin rûpelek nû bi Herêma Kurdistanê re vekin. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û tê de tekez kir ku ew weke kantona Cizîrê daxwaza piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin. + +Li ser pirsa nehatina wî bo Hewlêrê Gedo destnîşan kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê rêya Hewlêrê li ber wan girtiye û got ku helwestên PDK ji birêvebiriya wan nerênî ne. + +Gedo anî zimên ku ew dixwazin hemû hêzên Kurdistanî û bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan bikin lê got ku biryara wan ji Rojavayê Kurdistanê ye û ew biryareke serbixwe ye. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê da xuyakirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê dixwaze ku hikûmeta Herêma Kurdistanê îtirafê bi birêvebiriya xweser bike û tekez kir ku ew dixwazin rûpeleke nû bi hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê re vekin. + +Li ser pirsa rêgirtin li hember serkreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe , Salih Gedo got ku ti tişt li ser Siûd Mela nîne û dikare derbasî Rojavayê Kurdistaê bibe. + +Derbarê rapora Grûpa Qeyranên Navdewletî (ICG)ku gotibû PKK çavkaniya serketina PYDê li Rojavayê Kurdistanê ye û dabû xuyakirin ku rêjîma Sûriyê piştgiriya PYDê dike , Gedo got ku haya wan ji wê raporê nîne. + +Tê zanîn ku şandeke kantona Cizîrê li bajarê Silêmaniyê ye û xwe amade dike ku serdana 3 welatên Ewropayê bike. +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, îro ji Rûdawê re gotibû, ew sê roj in li ser sînorê Rojava û Başûr im lê Asayişa Kantona Cizîrê nahêlin ez derbasî Rojava bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Malbata Remezan Mihemed Hesen, kesê ku di teqîna li bajarokê Tirbespiyê de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest dabû daxuyaniyek belavkir ku tê de dibêje hê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) termê Remezan radestî malbata wî nekirine. + +Roja 09.04.2014 teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi navê Lewend Hisên li Tirbespiyê de çêbû. + +Rêveberiya giştî ya asayişa PYD, derbarê teqînê de daxuyaniyek derxist û tê de got ku ";Roja, 09.04.2014, dora saet 10.30 bi dema Rojavayê Kurdistanê, motorekî bomberkirî di nav maleke li taxa el-Sewre li Tirbespiyê de teqiya û di encam de hemwelatiyekî bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da."; + +Herwiha malpereke nêzîk PYD nûçeyek debarê teqînê belav kiribû ku tê de dibêje: ";Li malekê li bajarokê Tirbespiyê kesekî dixwes bombeyekê çêbike da ku li nava bajarok biteqînê, lê bombe pê de hat teqandin û jiyana xwe jidest daye."; + +Di vê bare de, malbata Remezan Mihemed Hesen, kesê ku di teqînê de jiyana xwe jidest daye di daxuyaniyeke de ku ji raya gitşî û cîhanî re ragihand dibêje: ";Remezan berî 2 salan bû nûnerê PYD di kompaniyaya elektrîkê li Tirbespiyê û xizmeta hemwelatiyan dike û dibêje ku berpirsê asayişa PYD Ciwan Îbrahîm ev tişt di daxuyaniye xwe de neaniye ziman."; + +Herwiha malabata Remezan dibêje heta niha termê kurê wan li cem asayişê ye û ew radestî malbata wî nekirine ";Da ku bizanin rast term yê kurê wa ne yan na."; + +Malbata Remezan diyar kir ku daxuyaniya asayişê û raoprta wê malperta ji PYD ve nêzîk hevdijin û got ku kurê wan ";Windaye"; û daxwaza ji aliyên peywendîdar dike ku lêkolîneke dadwerane li ser vê pirsê bike û zaniyariyan ji aray gitşî re rabgihîne. + + +Rûdaw (Hewlêr)- Organîzatorê odeye hilbijartinan ya Tevgera Gorranê, Aaram Şêx Mihemed helwesta Goranê li ser posta serokomarê Iraqê aşkere kir û ragihand ku ew nizanê dê kandîdê wan bo wê postê hebe yan na. + +Rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kudistanê (YNK) tekez dikin ku posta serokatiya Iraqê bo Kurd e û di nava Kurdan de jî bo YNK ye. + +Wek bersivekê li ser vê helwesta YNK, Aaram Şêx Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Em jî dixwazin ew post bo Kurdan be, piştire rêkeftina hêzên siyasî yên Kurd û Parlamentoya Kurdistanê diyar dike bê wê ew post bo kî be."; + +Derbarê wê yekê ku Gorran daxwaza posta serokatiya Iraqê dike yan na, navhatî wiha ragihand: ";Çima na, di siyasetê de ti egerek ne dûr e, her kesekî me yê baş hebe ku li gor wê postê biguncê, di danûstandinan de behs dikin."; + +Piştî ku encamên nefermî hên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê belav bûn, Kurd tekezî li ser wergirtina posta serokatiya Iraqê dike, ku niha jî di dest Kurdan de ye, lê heta niha li ser diyarkirina kandîdekî bo vê postê kom nebûne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sê welatyên Rojhilatê Kurdistanê di dema komkirina pincarên buharê de li çiyayên bajarê Sayin Qella li parêzgeha Ormiyê hatin girtin. + +Beşeke zêde ji şênyên Rojhelatê Kurdistanê di demsala Buharê de ji bo xwarin û frotinê berê xwe didin çiyayan ji bo komkirna bincaran. + +Hejmarek welatyên bajarên Bokan, Mehabad û Pîranşarê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo komkirna giya û pincarên buharê berê xwe dabûn çiyayên derdora Sayin Qella, li ser pira Gelayê hêzên îdareya çavkaniyên xwezayî rê li wan girt û ew binçav kirin, bêyî sûceke diyar 3 ji wan welatiyan hatin girtin. + +Li gor ku hatiye ragihandin, yek ji wan kesan bi navê Eshed, piştî ku pereyekê zêde jê hat standin, serbest hat berdan. + +Bi giştî jî hêzên îdareya çavkanyên xwezeyî yên dewleta Îranê bi darê zorê qasî 10 milyon tûman ji wan 3 kesan wergirtine. + +Komkirina giyayên buharî bi armanca frotin û xwarinê, dahat û xureka beşek ji welatyên Rojhlatê Kurdistanê ye di demsala buharê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh, Şemiyê, Asayişa, PYD, li bajarokê Çilaxa endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Emîn Ebbas girtin. +Çalakvanekî ji bajarokê Çilaxa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê, saet derdora 9ê şevê bi dema Rojavayê Kurdistanê, Asayişa Çilaxa girte ser mala Mihemed Emîn Ebbas û ew girtin. +Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Ismayil ji Rûdawê re diyar kir ku di çend rojên borî de kampîneke girtinê li dijî endamên partiya wan li çend deveran heye. +Ismayil da zanîn ku piştî teqandina mala endamekî Partiya wan li bajarokê Tirpespiyê, roja 9ê gulanê, her yek ji xudiyê malê Pêşeng Mûsa, Elî Ibrahîm Mûsa, Xelîl Hisên Ebdî, Mihemed Elî Xilo, Fayiz Rîfaî û Nêçîrvan Ebbas ku endamên partiya wan in hatine girtin. +Ismayil herwiha diyar kir ku endamên partiya wan, Selah Beyro ji gundê Maşoqê, Feysel Neqîb ji gundê Dêrûna Qulinga, Omer Nûrî û Omran Sali ji gundê Rikava li ser destê Asayişê hatine girtin. +Ismayil ev kampaniya girtinê bi provakasyon û rikberiya siyasî li dijî Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê wesif kir û got ew li hember vê siyasetê xwe radigrin û bi bînfirehî tevdigerin da ku vê qonaxa hestyar derbas bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayre îro, 12.05.2014, encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdiustanê (YNK) biryara xwe ya dawî derbarê beşdarîkirin yan beşdarînekirin di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de yek alî bike. + +Encûmena serkirdatiya YNK îro li bajarê Silêmaniyê civînekê lidardixe bo mebesta biryardan li ser bşdarîkirin yan beşdarînekirin di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de. + +Endama serkirdatiya YNK, Nermîn Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Civîn îro li bajarê Silêmaniyê taybete bi gotûbêjkirina beşdariya me di hikûmetê de û çawaniya wê beşdariy."; + +Herwiha Nermîn Osman ragihand jî ku dê di vê civînê de encûmena serkirdatiya YNK behsa ";Encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola kadroyên wan"; bike. + +Roja 10.05.2014, polîtburoya YNK pirsa biryardan li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di pêkanîna hikûmetê de avêt ser milê encûmena serkirdatiya xwe. + +Wê endama serkirdatiya YNK da zanîn jî ku ";Tewerekî din yê bernameya civîna îro, derbarê wan rapirsiyên ku li ser beşdarî kirin yan beşdarînekirina YNK di hikûmetê de û encûmena serkirdatiyê dê birayar dawî li ser vê pirsê bide."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di kêmtirî yek mehê de 2 malperên ser bi çalakvanên xwendekar ên Rojhilatê Kurdistanê hatin hakkirin. + +Hat ragihandin duh, 11.05.2014, malpera fermî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îranê hatiye hakkirin ku saziyeke fermî ya xwendekaran e ku girêdayî Partiya Demokrata Kuerdistana Îranê ye. + +Vê saziyê di rûpela xwe ya taybet de li ser Facebookê ragihandiye ku malpera wan hatiye hakkirin û ew niha mijûlin ku careke din malpera xwe çalak bikin û mijûlî in da ku malper vê carê bi awayekî ewlehtir be. + +Herwiha nêzî mehekê beriya niha jî malpera Enistîtoya Kurmanc li zanîngehên Urmiyê hate hakkirin ku navê wê Nîsannews bû û ji aliyê xwendekarên zanîngeha Urmiyê ve dihat rêvebirin. + +Enistîtoya Kurmanc li Urmiyê jî di daxuyaniyekê de wê demê li ser Facebook tohmeta hakkirnê li kesên nêzî hhikûmeta Îranê dabûn. + +Herwiha malpera Nîsannews piştî ku hate hakkirin careke din dest bi kar kir û taybet e bi deverên Xoy, Makû, Urmiyê û Selmasê li Rojhilatê Kurdistanê. + +Wekî tê zanîn di demên bihurî de malperên çalakvanên xwendekarî li Rojhilatê Kurdistanê rastî êrîşeke hakeran hatine lê heya niha bi awayekî fermûî nehatiye zanîn ka gelo ew haker ser bi hhikûmetê ne yan na. + + +Qamişlo (Rûdaw)-li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistnê û bajarê Hesekê xwepêşandanên piştgiriya Beşar el-Esad hatin lidarxistin. + +Îro, 12.05.20147,saet 10ê sibehê li bajarê Qamîşlo, li çargoşeya ewlehiya rejîmê, alîgirên Beşar el-Esed xwepêşandanek lidarxistin. + +Herwiha bajarê Hesekê jî, nêzîka hezar kesên Ereb û Xiristyan ji piştgirên Esed li Meydana Serok hatin cem hev û xweûpêşandana wan ji aliyê hêzên Berevaniya Niştimanî ku ser bi rejîmê ve ne hate parastin. + +Di van her du mehên dawî de, ev dehemîn care ku alîgirên Beşar el-Esed dadikevin kolan û meydanên bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye û navenda Kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve di 21ê çilleyê borî de hatibû ragihandin. + +Tevî ku desthilatdarên Kantonên cezîrê xwepêşandanên tevegera siyasî, civakî û sivîl yên hêzên tevegera kurd û opozosyona Sûriyê bê molet qedexedikin, lê alîgirên Esed û grûpên bi ser rejîmê ve bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe lidar dixin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê, daxuyaniya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê belav kir, ew daxuyanî bi taybet di torr û malperên civakî de rastî nerazîbûna çalakvanên siyasî û sivîl yên kurd hat. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê jî dibêje, eger wisa be wê demê ew nivîs nêrîna fermî ya Îranê nîne. + +Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, duh daxuyaniyek bi navê ";Nêrînek li ser pêwendiyên Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê"; li ser malpera xwe belav kiribû û tê de Komara Kurdistanê wek ";hikûmetek çend roje ya komunîstî"; bi nav kiribû her wiha îdia kiribû ku kurd dixwazin ji xwe re ziman, dîrok û çandekî çêbikim di demekî de ku kurd kêmîneyeke etînkî ya îranî ne û zimanê kurd jî tenê zaraveyeke îranî ye û ji komek peyvên farsî, erebî û tirkî pêk hatiye. + +Piştî ku ev mijar ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat belavkirin, rastî nerazîbûna kurdan hat ji ber wê jî Konsulxaneya Îranê bêyî ti daxuyaniyekê ev mijar li ser malpera xwe rakiriye. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, li gorî ku ew nivîs li ser malpera Konsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê hatiye rakirin wê demê ev nîşan dide ku ev mijar bi nezanî hatiye belavkirin yan jî eger bi enqest be nêrîna fermî ya komara îslamî ya Îranê temsîl nake. + +Nazim Debax, her wiha diyar kir ku hinek tişt nayên înkarkirin û ti kes nikare netewbûna kurdan înkar bike, ji ber ku kurd xwedan dîrokeke dûr û dirêj e û welatê kurdan jî ji aliyê dagîrkeran ve hatiye perçekirin û di şert û mercên îro de li welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn û hewl didin di çarçoveya wan welatan de mafên xwe bidest bixin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Kurdistanê dixwaze roja jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî wek bînvedana fermî nemîne. Fraksiyona PDKê jî bi tundî li dijî vê yekê derdikeve. + +Fraksiyona YNKê li Parlementoya Kurdistanê, di dora çaremîn a parlementoyê de pêşniyarqanûnek pêşkêşî serokatiya parlementoyê kiriye ku tê de tê xwestin, roja 14ê Adarê ku wek roja jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî tê zanîn û her sal wek bînvedana fermî tê pesendkirin, wek bînvedan nemîne. + +Pêşniyarqanûna fraksiyona YNKê ku bi navê ";sererastkirina bînvedanên fermî li Herêma Kurdistanê"; hatiye amadekirin ji aliyê 13 endamên fraksiyonê ve hatiye îmzekirin. + +Li ser vê yekê, endama fraksiyona YNKê Geşe Dara Hefîd, ji Rûdawê re got, Mela Mistefa Barzanî yek ji sembolên gelê kurd e lê jibilî wî sembolên din jî hene lewma eger roja jidayikbûna Barzanî wek bînvedan were pesendkirin wê demê hinek kesên din jî dê bêjin bila roja jidayikbûna sembolên din jî bibe bînvedan ev jî dê bibe sedema zêdebûna rojên bînvedanê. + +Geşe Dara Hefîd anî ziman, lê ew hewl didin rojên bînvedanê kêm bikin da ku karîgeriyek negatîf li ser jiyana xelkê neke. + +Li hember vê yekê, endamekî fraksiyona PDKê ji Rûdawê re got, Mela Mistefa Barzanî sembola kurdiniyê ye ji ber wê jî roja jidayikbûna Barzanî dê her wek bînvedan bimîne. + +Heta niha rojên bînvedanê yên Herêma Kurdistanê nehatine rêkkirin. Helbet di dora berê ya Parlementoya Kurdistanê de jî hewl hat dayîn ku rojên bînvedanê bên kêmkirin lê nehat pesendkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser koçandin û kuştina kurdên êzîdî ji cih û warên xwe li parêzgeha Mûsilê bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, neçarkirina kurdên êzîdî bi terikandina cihên xwe ";pilaneke tirsonek a terorîstan e û di encama kîn û hêrsa dujminên aştî û pêkvejiyanê de hatiye dariştin";. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de li ser rewşa kurdên zêdî û êriş û gefên li ser wan bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, neçarkirina kurdên êzîdî bi terikandina devera Rebîe ya Mûsilê, pilaneke tirsonek a terorîstan e û di encama kîn û hêrsa dujminên aştî û pêkvejiyanê de hatiye dariştin. + +Di beşek din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku em bi tundî sûc û êrişên ku li dijî xûşk û birayên me yên êzîdî tên kirin, şermezar dikin û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû cure piştgirî û alîkariyekê bide wan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên kurdên êzîdî ku li devera Rebîe ya Mûsilê mijûlî karê çandiniyê ne, ji tirsa komên çekdar neçar mane cih û warên xwe biterikînin û vegerin Şingalê. Ev bûyer, piştî wê rû da ku 4 xortên êzîdî ji aliyê çekaran ve hatin kuştin. + +Komên çekdar beriya kuştina wan xortan, gef li malbatên êzîdî xwaribûn ku divê di demek kurt de wê deverê biterikînin lê beriya ku heyama wan biqede ew xort kuştibûn. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî roja 11ê Gulana îsal ferman dabû, li Şingalê hêzeke pêşmerge bo parastina kurdên êzîdî pêk were. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Bi hatina Hefteya Perestaran (hemşîre), karmendên tenduristiyê li şûna pîrozbahiyan çalakiyeke nerazîtiyê li ber Nexwexane Dewletê ya Dêrsîmê li dar xistin. Çalakgeran diyar kirin ku 'Ji ber tenduristî xizmetguzariyeke gelemperî ye, divê ev xizmeta bi zimanê zikmakî û bêpere bê cîbicîkirin'. +Karmendên tenduristiyê yên ser bi Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) îro, di roja destpêkirina Hefteya Perestaran de, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê têkildarê çetinahî û zehmetiyên ku tenduristkar û perestar rûbirû dibin, daxuyandin. +Li ser navên çalakgeran Dr. Azad Gundercî daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de Gundercî destnîşan kir ku di cejn û rojên xwe yên taybet de ji ber şert û mercên têde ne, li şûna pîrozbahiyan neçar dimînin çalakiyên pirotestoyî li dar bixin. Gundercî got ku bi armanca 'qezenca zêdetir' bi hişmendiyeke bazirganî, jûrê perestaran ên ji bo guherîna cilûbergan ji destên wan hatin girtin û jûrên kewkirin û dermankirinê jî hatine tengkirin. +Gundecî derbirî ku pergala ku li gorî asta xebatê û performansê mûçeyên tenduristkaran destnîşan dike, têk çûye. Gundercî, anî zimên ku di encama Saziya Nexweşxaneyên Gelemperî de bi bazirganîkirina xizmetguzariya tenduristiyê perestar jî ketine bin zexteke mezin. Gundercî, wiha domand: "Perestarên ku di bin fişara performansê de dimînin; rastî tundî, destdirêjiya devkî û cesteyî tên. Ti ewlehî ji bo kedkarên tenduristiyê nemaye." +Dr. Azad Gundercî got ku bi salan e sendîkaya wan SES ji bo ked û ewlehiya tenduristkaran têdikoşe. Gundercî di vî warî de wiha pê de çû: "SES bi salan e girîngiya ewlehî û kedê diparêze. Lewma divê bicihkirina perçeyî ya 'perestarên pîrik' demildest bê terikandin. Pergala perestarên pîrik ên ku bigirêbestên 4Cyî û 4Byî pêk tên, divê hemû xebatkaran ne girêbestî wekî karmendên berdewam werbigirin. Ji ber tenduristî, xizmetguzariyeke gelemperî ye, divê ev xizmeta bi zimanê zikmakî, bê pere û li ber dest be. Nabe ku hesabên bazirganî bikeve nav xizmetguzariya tenduristiyê." +Kedkarên tenduristiyê daxwaz û hincetên daxwazên xwe wiha rêz kirin: +"- Ji bo destberdana bernameya veguherîna tenduristiyê, li şûna performansê destnîşankirina mûçeyeke bingehîn û mirovî ku li xanenişîniyê jî diyar be, ji bo vekirina malên venêhirtina zarokan û kireşên 24 saet vekirî, ji bo tenduristkarî jî bikeve bin sîwana karên herî giran û metirsîdar, ji bo mafê xanenişîniya zûtir, ji bo pêkhatina şertên ewle û ji tundiyê dûr, ji bo xebata ewle û berdewam, ji bo hemû pîrik û perestarên ku bi girêbest di çarçoveya 4/b û 4/c de kar dikin qadrobûn ango karê berdewam, ji bo xebata heftane bibe 35 saet, ji bo kar û erk bên pênasekirin û destnîşankirin û ev yek bigihêje ewlehiyeke qanûnî, ji bo kotakirina dabeşkirina kar di çarçoveya zayendperestiyê de; pêwîst e girêbesta perestariyê ya ILOyê bê îmzekirin û pêdiviyên wê bên cîbicîkirin." + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hev kirin. + +Encumena Serkirdetiya YNKê, îro li ser beşdariya YNKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de her wiha pêkanîna hikûmeta Iraqê û hinek mijarên din li bajarê Silêmaniyê civiya. + +Piştî civînê, kargêrê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, ragihand, YNKê biryar daye beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe. + +Li gorî malpera fermî ya YNKê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku şanda pêkanîna hikûmeta YNKê dikare li ser çawaniya beşdariya YNKê di hikûmetê de bi PDKê re danûstandinan bike. + +Ji aliyekî din, berpirsekî YNKê li ser wezareta navxwe ku YNKê rijd bû li ser wergirtina wê, ji Rûdawê re got, PDK û YNK li ser wezareta navxwe li hev kirine û li gorî wê yekê, wezareta navxwe dê du salan bibe ya YNKê û du salan jî bibe ya PDKê. + +Li ser postên Parlamentoya Kurdistanê jî, endama serokatiya YNKê Nermîn Osman ji Rûdawê re got, cîgirê serokê parlamentoyê dê ji nav YNKê were destnîşankirin. + +Hat zanîn, naveroka civîna îro ya encumena serkirdetiya YNKê îşev were eşkerekirin. + +Dihok (Rûdaw) - Nêzîkî 200 kesên ku jin û zarok jî di nav wan de bûn, dixwestin îro ji Baaşûrê Kurdistanê vegerin Rojava lê j rê li ber wan hat girtin. + +xortê bi navê Hesen Temmê ku di navê wê komê de bû, ji Rûdawê re ragihand ku di despêkê de ji wan re hat gotin ku divê herin Kampa Bacid Kendal da ku îqame û formên xwe radestî berpirsên wir bikin û piştî ku form û îqameyên piraniya wan ji wan hat standin ji wan re hat gotin ku ew nikarin derbas bibin. + +Hesen Temmê, diyar kir ku piştî ku birêbeviriya pêwendiyan li deriyê sînorî yê Pêşxabûrê ji wan re got ku ew nikarin derbasî Rojava bibin ji ber ku PYDê nahêle, wan berê xwe dan rêbenda Sihêle lê pêşmergeyan jî ji wan re gotin ku ew nikarin wan derbas bikin. + +Hesen Temmê da zanîn ku ew kesên ku îqame û formên wan ji wan hat standin hêj li wir mane û gellekî nerazî ne ji ber ku nema êdî dikarin vegerin Hewlêrê û deverên din ên ku jê derbas bibûn, îqameyê dixwaze. + +Ji aliyê xwe ve birêvebirê deriyê Pêşxabûr Şewket Berbiharî, ji Rûdawê re ragihand ku ew pirsgirêk ne ji cem wan e lê PYD nahêle ku xelkê Rojavayê Kurdistanê yên belengaz vegerin malên xwe. + +Tê zanîn ku deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve girtî ye ji ber ku karmendên wê ji ber kolandina xendeka navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girev girtine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm, ku di heman demê de endamê polîtburoya PDKê ye jî, dest ji karê xwe berda. + +Parlamentoya Kurdistanê di civîna roja 29ê Nîsana îsal de desteya serokatiya xwe hilbijartibû ku endamê polîtburoya PDKê Ceifer Îbrahîm jî wek cîgirê serokê parlamentoyê hatibû hilbijartin. + +Lê li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê li ser parvekirina pişkên hikûmeta nû cîgirê serokê parlamentoyê dê bibe pişka YNKê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, yek ji namzedên herî bihêz ên YNKê bo vê yekê Bêgerd Talebanî ye. + +Berpirsekî PDKê ji Rûdawê re got, di çend rojên bê de Ceifer Îbrahîm dê destjikarberdana xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike. + +Wî berpirsê PDKê her wiha da zanîn, parlamenterê PDKê Nûrî Heme Elî jî destjikarberdana xwe pêşkêş kiribû lê nehatiye qebûlkirin. + + +Dihok (Rûdaw)- Li parêzgeha Dihokê, proseya veqetandin û hejmartina dengên dengdana gitşî, dengdana taybet û dengdana mericdar bidawî hat. + +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, hejmara dengên ku aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên encûmena parêzgeha Dihokê bidest xistine, bi vî awayî ne: + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê: + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 329 hezar û 633 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 89 hezar û 821 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 36 hezar û 431 deng + +Tevgera Gorranê: 23 hezar û 780 deng + +Debgên hilbijartinên encûmena parêzgeha Dihokê: + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 343 hezar û 192 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 60 hezar û 213 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 39 hezar û 436 deng + +Tevgera Gorranê: 24 hezar û 627 deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Farqîna ser bi bajarê Amedê, piştî çalakiya sê rojan endam û cemawerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), dîwarên qereqola ku li ber bendava Farqînê dihat çêkirin, hilweşandin. + +Li gor malperên ser bi BDPê diyar kirin ku, çalakvanên BDPê, piştî dîwara qereqolê hilweşandin, alên PKKê û wêneya rêberê PKKê Abdula Ocalan li ser ew dîwarê hatî hilweşandin, daleqandin. + +Hat ragihandin ku, di nav wan çalavanan de, seroka rêxistina BDPê ya Amedê Zubeyde Zunrutû serokê şaredariya Farqînê Yuksek Bodakçî jî amede bûn. + +Zubeyde Zumrut ji raya giştî re ragihand ku, bi navê parastina çêkirina bendevan, dewleta Tirkiyê, li herderê kurdistanê, hêzên leşkeran tuje dikin, pêwîste piştî ku pêvajoya aşitî dest pê kir, hikûmeta Tirkiyê qereqolan kêm bike, û sîstema cerdevaniyê hilweşîne, lê berovajî her diçe zêde dike. + +Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê li navçeya Farqînê û dinav sê gundan,Boyunlu,Bayrambaş û Ormandişê de berî şeş mehan de , bi hînceta parastina bendavê dest bi avakirina qereqolekê dikir, û piştî sê roj ji çalkiyan dîwarê qereqolê hat roxandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pejiranbdina destûra Herêma Kurdistanê de derxist û tê de tekez dike ku pejiranidna destûr pirseke girînge û di dsetpêka karnameya parlamentoyê de ye. + +Di daxuyaniyekê de ku îro, 13.05.2014, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pijarndin destûra Herêma Kurdistanê weşandiye tê de dibêje: ";Tevî ku pirsa pêkanîna hikûmetê bo parlamento û welatiyên Herêma Kurdistanê girînge, lê bi heman awayî pejirandina destûra Herêma Kurdistanê di destpêka katrê vê xula Parlamentoya Kurdistanê û sertokatiya wê de ye."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku: ";Ji destpêka karê serokatiya nû ya parlamentoyê ev pirs hat gotûbêj kirin, ji ber ku ev daxwaza piraniya aliyêln siyasî yên herêm bû û birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî, piştî şêwirê ligel wan, bi rêya nameyekê roja 16ê Hizêrana sala 2013an daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku bi pejrandina destûra Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna lihevkirina niştimanî li ser bidin."; + +Herwiha Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku ew bi hemahengî ligel frakisyonên nava parlametoyê, dê di rojên bê de birayra li ser rê û şûnên pejrandina destûr bide ";Da ku destûra herêm bibe sedema pêkanîna sîstemeke demokratîk, parlamentoyî û sivîl li Herêma Kurdistan."; + +Herwiha di dawiyê daxuyaniyê de Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hêzvî ji aliyên siyasî xwest ku ";Bi canê berpirsiyariyê mamele ligel vê pirsê bikin û dûrî muzayedeya siyasî rawestin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medyaya Tirkiyê, li çiyayê Meskana ku 60 kîlometrî dûrî bajarê Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, hin kesên çekdar di seatên şevê de gule berdan leşkerên Tirkiyê û leşkerek birîndar bû. + +Hat ragihandin ku, ew leşkerê ku ji sînga xwe ya çepê de birîndar bû, hat rakirin ji bo nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê, û di emeliyatê de derbas bû. + +Herwiha di encama vê êrîşê de, ji bargehên artêşa Tirkiyê li Colemêrgê, du helîkoptirên leşkerî, bi tev leşkerên komando çûn qereqola Meskanê, û operesyoneke li wê herêmê dest pê kir. + +Li gor agahiyan heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji artêşa Tirkiyê yan ji waliyê Colemêrgê derbarî vê bûyerê derneketiye. + +Wek tê zanîn ev demeke li dijî çêkirina qereqolan li çiyayê Meskanê xelkê herêmê çalakiyan lidar dixistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya Bilind a Fetwe li Herêma Kurdistanê encamdana geşta Umre ji Herêma Kurdistanê bo Erebistan Siûdiyê rawestandin heta kontrlokirina veyrûsê Korona li wî welatî. + +Îro, 13.05.2014, Komtîteya Bilind a Fetwe derbarê pirsa encamdana geşt Umre ji aliyê welatiyên Herêma Kurdistanê, civiya. + +Di dawiya civîna xwe de komîteyê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye: ";Komîteya Bilind a Fetwe li Herêma Kurdistanê daxwza ji hemû misilmanên Kurdistanê dike ku heta bi awayekî temam ew nexweşî rawneste, bila geşta Umre encam nedin."; + +Duh, Duşemê, Wezîrê Tendirûstî yê Herma Kurdistanê, Rêkewt Heme Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku dê ,Sêşemê, WEzareta Tendirûstî, Wezareta Navxwe, Wezareta Ewqaf û Komîteya Bilind a Fetwe ya Herêma Kurdistanê bicvin bo dayîna birayar dawî li ser encamdana geşta Umer ji aliyê welatiyên Herêma Kurdistanê, di demekê de ku veyrûsê Korona li welatê Siûdiyê belav bûye û çend kes bi sedema wê mirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çendîn partî, hevrêz û kesayetiyên serbixwe pêk tê, di daxuyaniyekê de bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku sînorekî ji kiryarên hêzên asayişê yên ku bi neperpirsyare wesif kirin dayne. +ENKS ragihand ku wê her dem xwestiye kar ji bo peydakirina geşûhewaya hetêgihiştin û hevkariyê di navbera her du Encûmenên Kurd de bike û heta dikarin ji alozî û hevrikiyê dûr dikevin û daxwaz li EGRK, ku bi şêweyekî sereke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û saziyên bi ser ve û çend partiyên din ên kurd pêk tê, kir ku di vê derbarê de alîkariyê bi wê re bikin. +Daxuyaniya ENKSê bal kişand ser girtina çendîn hemwelatiyan ku bi pirraniya xwe endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (ENK-S) ne û cihê xwe di desteyên cuda yên vê partiyê de dikirin û di navde jî endamê komîteya navendî, ku piştî teqîna Tirbespiyê hatiye girtin û herwiha qedexekirina vegeriyana sekreterê partiya navborî Siûd Mela bo Rojavayê Kurdistanê û ev kiriyar weke kiryarên nebirpirsyare ji aliyê asayişê fe wesif kirin. +ENKSê tekez kir ku ewê her dem kar ji bo yekhelwestî û yekrêziya kurd û xweşkirina geşûhewaya pêwendiyan kar bikin û bang li Encûmena Gel kir ku sînorekî ji van kiryarên zerekar ên nayên qebûlkirin deynin û tevahiya girtiyên partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye li hemû deveran serbest berdin. + +ب رێژەیا زێدەتر ژ 15% دەنگێن پەنابەرێن دهۆكێ هاتنە سوتن، ب دیتنا چاڤدێران ئەگەرێ وێ چەندی نەزانیا چاوانیا دەنگدانێ، فەربوو باشتر بو وان هاتنا رونكر كانێ دێ چاوا دەنگێن خو دەن، كومسیون ژی دبێژیت پێدڤی بوو كاندید و قەوارێن سیاسی رێنمایێن زێدەتر یێن دەنگدانی دابانە دەنكدەران. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Tuncel dibêje, Leyla Qasima ku 22 sal temam nekiribû, bi cangoriya xwe li hember rejîma Sadam Husên, riya berxwedanê ji bo hemû jinên kurd vekir. + +Tuncel di civîna HDPê ya haftane di perlemana Tirkiyê de diyar kir ku, Leyla Qasima ku bi temenê biçûk tevlî rêzên peşmergeyan bû, û ji bo ku gelê kurd hemû ji xewê şiyar bike, canê xwe bi qehremanî feda kir, û ji bo kurdan û bi taybetî ji bo jina kurd xwe kir sembola berxwedanê. + +Hevseroka HDPê da zanîn ku, kesên wek Leyla Qasim û Sekîne Cansiz, wê ji bo hemû jinên rojhilata navîn bibin nîşan û sembola berxwedanê. + +Sbahat Tuncel derbarê pêvajoya aşitî de jî got, bi çêkirina qereqolan aşitî li Tirkiyê çênabe, pêwîste dîsa hikûmet bi hînceta hilbijartinê demê derbas neke, û gavên ber bi çav bavêje. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Asayişa bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, şeva borî endamê komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hisên Îbiş girt. + +Endamê polîtburoya PDK-S, Mistefa Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî Asayişa bajarê Efrînê bi ser mala endamê komîteya navendî ya partiya wan de li bajarokê Şeran ser bi Efrînê girt û ew binçav kirin. + +Cumaa girtina hevalên wan weke guvaşeke siyasî li ser partiya wan da zanîn û got ";Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ji bandor û têkariya PDK-S weke partiyeke mezin ditirse lewra ew hewla astengkirina wê dide."; + +Cumaa got jî ";Piştî yekîtiya aliyên ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye ji wan hatiye damezrandin, PYDê hewil dide ku karê vê partiyê asteng bike û rola wê beravêtî bike."; + +Cumaa herwiha diyar kir ku ";PYD dixwaze ku partiya wan rakişîne pirojeya xwe yanjî wan rakişîne dijberiyekê, lê ew bersiva van hewlan nadin."; + +Ev yek di demekê de tê ku, pêr, 11.05.2014, asayişa PYD li bajarokê Çilaxa endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Emîn Ebbas binçav kirin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyare. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nerazîbûna xwe li hember wê nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê hatibû belavkirin û tê de gef û sivikatî li Herêma Kurdistanê hatibû xwarin, nîşan da û daxwaza daxuyaniya fermî ji komara îslamî ya Îranê kir. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, bi mebesta gihandina nerazîbûna Herêma Kurdistanê bo rayedarên Îranê, bangî wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê Muhsin Bavefa kirine. + +Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de nerazîbûna Herêma Kurdistanê bi fermî ji wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê re hatiye gotin û ji wî hatiye xwestin ku divê komara îslamî ya Îranê li ser nivîsa ku di malpera konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, daxuyaniyê bide. + +Hat gotin ku di civînê de hatiye ragihandin, ji ber ku siyaset û karûbarên derve yên hikûmet û dewletan ji aliyê karbidest û rayedarên pilebilind ve tên encamdan, lewma mafê konsulekî tine ku nivîs yan daxuyaniyên wisa bide belavkirin ji ber ku ew kar, derbaskirina sînorê desthilata wî ye ji ber wê jî pêwîst e hikûmeta Îranê daxuyaniyek li ser vê mijarê bide. + +Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Muhsin Bavefa gotiye, ew tiştên ku li ser malpera konsulxanê hatiye belavkirin, siyaset û helwesta komara îslamî ya Îranê nîne û li hember daxwaza rayedarên Herêma Kurdistanê jî gotiye, dê nerazîbûn û nigeraniya Herêma Kurdistanê ji rayedarên Tehranê re ragihîne û bersiva rayedaran jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne. + +Di nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, gefa wê yekê hatibû xwarin ku eger Herêma Kurdistanê behsa serxwebûnê bike wê demê dê pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê têk biçin, her wiha sivikatî li hember Komara Kurdistanê û zimanê kurdî hatibû kirin. + +Dêrik (Rûdaw/ANF) - Li Rojavayê Kurdistanê 6 kîlometre bakurê bajarê Dêrîkê gundê Hekmîyê yekemîn kampa penabera hat avakirin. Kampa ku ji 300 çadiran pêk tê, kesên ku ji ber êrîşa çetayan malê xwe berdana wê lê binîn. + +Li gundê Hekmiyê yê 6 km rojavayê bajarê Dêrikê dikeve kampeke penaberan bi amadebûna Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Xweser a Cizîrê Dijwar Ehemd, cîgirên wî û endamên komîteyên alîkariyan ên bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa hate vekirin. + +Kamp ji 300 çadiran pêk tê. + +Derbarê mijarê de Ehmed axivî û diyar kir ku îro ev kamp dê ji bo pêşwazîkirina welatiyên ku malên wan ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin, amade be. + +Ehmed destnîşan kir ku Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina pêdiviyên koçberan dê hemû derfetên xwe bi kar bîne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Asayişê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên asayişê ";komek terorîst"; girtine ku destê wan di teqîna vê dawiyê ya bajarê Xaneqînê û gellek bûyerên din de hebûye. + +Dezgeha Asayişê ya Herêma Kurdistanê, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên asayişê li parêzgeha Silêmaniyê karîne komek kes û endamên wan rêxistinên ku destê wan di revandin û kuştina şofêrên Kerkûkê de hebûye, girtine her wiha wan kesan xwestine efserên hêzên pêşmerge teror bikin her wiha pilana wan bo êrişkirina li dijî Dezgeha Asayişê û Asayişa Silêmaniyê û hinek armancên din li nav bajarê Silêmaniyê hebû. + +Li gorî daxuyaniya Asayişê, hemû ew kesên ku hatine girtin girêdayî rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAIŞ) ne. + +Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Kes û endamên ku hatine girtin girêdayî koma bi navê Ebû Hidûd a DAIŞê ne ku li hember êrişên terorîstî yên deverên Celewla, Seidiye, Dûz, Kerkûkê û gellek cihên din ên Kurdistan û Iraqê. Her wiha wan kesan gellek terorîstên xwekuj ji derveyî welêt anîne hundur."; + +Dezgeha Asayişê eşkere kiriye ku ew kesên ku hatine girtin hemiyan li sûcên xwe mukir hatine û destê wan di teqîna vê dawiyê ya li ber avahiya YNKê jî hebûye ku di nav wan de 6 kes kurd in û yek jî kurdê Îranê ye û li Xaneqînê rûdinê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi fermî kurê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir. + +Polîtburoya YNKê îro li bajarê Silêmaniyê li ser destnîşankirina hinek postên kabîneya heştem a hikûmetê civiya. + +Piştî civînê, li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya heştem de hatiye destnîşankirin. + +Hat zanîn, civîna polîtburoya YNKê dê li ser destnîşankirina cîgirê serokê parlamentoyê jî bidome. Dê di nav Goran Azad û Rêwas Fayiq yek jê were hilbijartin. + +Hat gotin, şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê sibê bicivin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, rayedarê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) yê bi navê Ehmed Rêkanî ku beriya niha ji aliyê hêzên asayişê yên Dihokê ve hatibû girtin, hat berdan. + +li gorî DÎHAyê, Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Ehmed Rêkanî ku roja 6ê Gulanê ji aliyê asayişa Dihokê ve hatibû girtin, piştî 8 rojan, îro hat berdan. + +Ehmed Rêkanî, wiha behsa girtina xwe kir: "6ê Gulanê li ber derê malê ez ji aliyê asayişê ve hatim binçavkirin. Piştre ez birim gel dadwer û wî jî biryara girtina min da. Ev 8 roje ez di girtîgehê de bûm." + +Rêkanî balkişand ser sedema girtina xwe û wiha axivî: "Ji ber ku zarokekî min tevlî refên gêrîlayan bûye, ez hatim girtin. Ji min re got, 'zarokê te çûye Rojavayê Kurdistanê û şer dike. Li wir birîndar bûye û piştre telefona te kiriye. Te çima ev yek ji hikûmetê re ne gotiye.' Min jî ji wan re got, 'ez dizanim kurê min çûye û vegeriyaye Kurdistanê jî."; + +Ehmed Rêkanî îdia kir ku ev tenê bihane bû ji bo girtina wî û wiha pê de çû: ";Ti bihaneyek nebû min pê bigirin, ev yek dîtin û ez girtim. Tenê ji ber kurê min bûye gêrîlla û li çiyaye, ez hatim girtim. Berî werim girtin jî ez hatim tehdîtkirin. Ji ber min di çapemeniyê de daxuyanî dabûn, ez dihatim tehdîtkirin. Piştî gef li min hat xwarin, min li dijî polîsan doz vekir. Ji min aciz bûn û dixwestin min bigirin";. + +Rêkanî her wiha bang li PDKê jî kir ku ";êrişên xwe yên li dijî PÇDKê bide sekinandin";. + +Asayişa Dihokê beriya niha ji Rûdawê re gotibû, Ehmed Rêkanî ji ber pirseke ewlehiyê û bi fermana dadwer hatiye girtin. + +Îdir (Rûdaw) - Duh li zozana gundê Yenîdogan a navçeya Başanê ya bajarê Îdirê yê Bakûrê Kurdistanê, ji ber baranê lehî rabû û 450 pezên gundiyan mirar bûn. + li gorî DÎHAyê, Welatiyê bi navê Îsmet Ozdemîr ku pezên wî mirar bûne ji bo zirara çêbûye bê tespîtkirin, serî li Rêveberiya Afetê ya Bajêr û Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr daye, lê ji bo wan ti eleqe nehatiye nîşandan. + +Ozdemîr wiha got: "Di rabûna lehiyê de 400 miyên me mirar bûn. Ji bo tespîtkirina zirarê me serî li cihên pêwendîdar de lê ti kesî guh neda me. Me mijar ji Meclisa Giştî ya Bajêr re ragihand. Di encama hewldana wan de personelên girêdayî Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Zirara me ya madî gelek in. Ji ber vê em dixwazin ku lêkolîn zû bê kirin û ji bo me piştgirî bê dayîn." + +Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê navçeya Başanê Nûrî Arkin jî diyar kir ku piştî lêkolînê ji bo piştgirî ji malbatên mexdûr re bê kirin, dê serî li saziyên eleqedar bidin û wiha got: "Duh bi şev li qûntara Çiyayê Agirî ji ber lehiyê felaketek mezin çebû. Me jî weke meclisa bajêr li cihê bûyerê lêkolîn kir." + +Serokê Meclisa Giştî ya Îdirê Abdulkadîr Ozsular diyar kir ku tiştê ji destê wan tê dê bikin û heman hesasiyetê ji saziyên eleqedar jî hêvî dikin. Ozsular wiha got: "Li vê herêmê ji ber lehiyê zirareke madî çêbû.Nêzîkî 450 pez mirar bûn. Destpêkê Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr eleqe nîşan neda. Duh piştî civîna meclisa me Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr lêkolîn da destpêkirin. Îro jî me li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Di vê mijarê de tiştê ji destê me bê em ê bikin. Em heman hesasiyetê ji rayedaran jî hêvî dikin." + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihnad, îhtimala wê heye kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebin ji ber ku ";êdî dema wê hatiye kurd biryara xwe ya dawî bidin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajansa Reutersê, ragihand ku îhtimala wê heye kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebin. + +Mesûd Barzanî, diyar kir ku çimkî kurd nikarin bi vî rengî beşdarî hikûmeta Iraqê bibin û wiha got: ";Êdî dema wê hatiye ku kurd biryara xwe ya dawî bidin. Em êdî sebir nakin. Eger me hikûmeta Iraqê baykot kir wê demê emê parlamentoyê jî baykot bikin."; + +Barzanî, di beşek din a hevpeyvîna xwe de li ser Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî got, kêmasî hemû ne yên Malikî ne lê wek serokwezîr û fermandeyê hêzên çekdar ên Iraqê berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê wî û wiha anî ziman: ";Ew Malikiyê ku me berê nas dikir ligel Malikiyê niha cuda ye."; + +Serokê Herêma Kurdistanê, li ser sebeba dûrketina ji Malikî jî got, wan di heyama 4 salên borî de ti hevbeşiyek ji Bexdayê nedîtine û wiha anî ziman: ";Çimkî hemû biryar ji aliyê kesekî tenê ve dihat dayîn. Li Bexdayê her tişt ketiye bin destê desthilatê. Ev jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em dixwazin bibin şirîk nek dûvik."; + +Li ser arîşeyên aborî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî got, her kesê ku bûdceya Herêma Kurdistanê kêm bike dê baca wê bide, eger wisa hizir dikin ku kurd dê bi van tiştan dest ji mafên xwe yên rewa berdin, xelet hizir dikin. + +Derbarê hinartin û firotina nefta Kurdistanê de jî Barzanî got, me biryareke siyasî daye û emê bi awayekî serbixwe li ser firotin û hinartina petrolê berdewam bin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Jimartin û veqetandina dengên dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bidawî hat. Hat zanîn PDKê 45%ê dengan bidest aniye. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30ê Nîsana îsal hatin lidarxistin lê heta niha jî jimartina dengan didome. + +Jimartina dengên hêzên çekdar û girtiyên Herêma Kurdistanê ku 2 rojan beriya dema qanûnî ya hilbijartinan tê kirin û wek dengdana taybet tê binavkirin, li ser sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê bidawî bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, li parêzgeha Hewlêrê bi giştî 55 hezar û 357 deng hatiye dayîn, li parêzgeha Silêmaniyê 57 hezar û li parêzgeha Dihokê jî 25 hezar û 667 deng avêtine sindoqan. + +Li gorî encamên han, dengên partiyan bi vî awayî ye: + +PDK: 61 hezar û 142 deng ku dike 45% +YNK: 43 hezar û 153 deng ku dike 32% +Tevgera Gorran: 24 hezar û 313 deng ku dike 18% +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 311 deng ku dike 3% +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 905 deng ku dike 2% + +Silêmanî (Rûdaw) – Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, diyar kir ku heta niha YNKê ti namzedek ji postên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoya Kurdistanê destnîşan nekiriye. + +Biryar bû di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de namzedên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê yên YNKê bên destnîşankirin lê hat gotin ji ber dirêjbûna gotûbêjan ev yek pêk nehat. + +Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, ji Rûdwê re got, polîtburo îro civiya lê heta niha postên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê nehatine destnîşankirin. + +Hakim Qadir Hemecan, da zanîn, şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê li bajarê Hewlêrê bicivin û dibe ku di wê civînê de YNK namzedên xwe ji PDKê re eşkere bike. + +Ev di demekî de ye ku piştî civîna polîtburoya YNKê hatibû gotin ku kurê Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi wê yekê tometbar dike ku ";karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina Kurdan û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe metirsiyê";. + +Polîtbîroya PDK-Sê ya ku di encama yekgirtina 4 partiyên Kurd de hat damezirandin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ";PYDê ji destpêkê de li dijî yekgirtina her çar partiyan wan rawestiyaye, ev yek jî di rêya girtina deriyên sînor li ber endamên kongreya wan";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";PYDê û hêzên bi ser wê ve ji dema ku PDK-Sê hatiye damzirandin de guvaşan li ser vê partiya nû dimeşîne ji bo ku çalakiyên xwe destpê neke û herî dawî jî nehişt sekreterê PDK-Sê Siûd Mela yê ku ji roja înê ya borî ve li ser sînore li aliyê bajarê Dirbêsiyê, vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Roja 9ê gulanê li nav mala endamekî PDK-Sê li bajarokê Tirbespiyê teqînek çêbû û di encam de hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest û hemwelatiyekî din birîndar bû. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, derbarê teqînê de PDK-Sê bi wê yekê tometbar kir ku ";dixwest di rêya çend endamên xwe re teqînan li nav mizgefteke li taxa Ereban li Tirbespiyê çêbikin";. + +Lê polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ev tomet red kirin û teqîn jî wek ";şanogeriyeke xirab"; da zanîn ku bi gotina wê armanc jê ew bû ku ";hevalên wan bên girtin, di nav de jî her du endamên komîteya navendî Mihemed Emîn Ebas û Hisên Îbiş û endamê desteya şêwirdarî ya partiya wan Selah Beyro"; ku piştî teqînê ji aliyê hêzên asayişa ser bi PYDê ve hatin girtin. + +PDK-Sê tevî şermezarkirina wan karan, PYDê bi wê yekê tometbar kir ku ";krîzan çêdike ji bo ku tevgera siyasî ya Kurdî dûrî xebata ji bo mafên gelê Kurd bixe";, herwiha got ku ";PYDê karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina yekrêziya Kurdan û di rêya gef, tundî û girtinê r, aştiya civakî li navçeyên Kurdan dixe bin metirsiyê";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike û di heman demê de alîgirên rejîma Sûriyê wê xwepêşandanekê li nav bajêr ji bo piştgirîkirina serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed li dar bixin. + +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e îro wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Fehid Casim el-Firêc di rêya balafirgeha navdewletî ya Qamişlo re serdana bajêr bike û ligel berpirên îdarî, leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê li parêzgeha Hesekê bicive. + +Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku ji îro sibehê de liv û tevgera hêzên ewlekariya rejîmê li nav Qamişlo zêde bûye, bi taybet li çargoşeya ewlekariyê ya ku piraniya avahiyên hêzên ewlekariyê û Partiya Baes tê de ne. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku berpirsên îdarî li Qamişlo îro sibehê ji fermanberên hikûmetê xwestin ku vegerin malên xwe û saet 10ê sibehê tevlî xwepêşandanekê bibin li ber avahiya navenda kultûrî ya Qamişlo ji bo piştgirîkirina Beşar Esed. + +Her li gor zaniyarên ku peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo dane, hêzên ewlekariya rejîmê graca Siyahî ya nêzîkî çargoşeya ewlekariyê vala kiriye wek amadekariyekê ji bo serdana wezîrê bergiriyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku yek ji xalên civîna îro ya parlamentoyê ewe ku serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bên binavkirin. + +Sekreterê parlamentoyê Fexredîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku îro saet 11ê berî nîvro wê civîna parlamentoyê destpêbike. + +Qadir diyar kir ku di civîna îro de wê bendên 38 û 39 ên peyrewa navxwe ya parlamentoyê bêne gotûbêjkirin, herwiha binavakirina serokwezîr û cîgirê wî jî di karnameya civîna îro de ye. + +Qadir got ku yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê duh hat serastkirin û ji bo serokê Herêma Kurdistanê hat şandin û her dema îmze bike dê serokwezîr û cîgirê wî bêne binavakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê îro li bajarê Hewlêrê bicivin. + +Endamê polîtbîroya YNKê hakim Qadir Hemecan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna di navbera PDK û YNKê de îro saet 11ê berî nîvro destpêdike. + +YNKê biryar daye tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe, lê bi wan postan ne raziye ku PDKê jê re veqetandine û civîna îro jî ji bo gotûbêjkirina vê mijarê ye. + +ل دور ئهنجامێن تا نها هاتینه راگههاندن ب رێژهیهكا بهرچاف گورانكارى لسهر دهنگیێن پرانیا لایهنێن سیاسێن دهۆكێ دا هاینهكرن، هێشتا بهشهك زور دهنگدهران لدور سوز ڤیانى بو كهسایهتیان دهنگى ددهن. +ریبهر كوردو قوتابى زانكویى: هند كاندیدا شیاین ههست و زوزا كاندیدا بو خوه راكێشن. +گهلهك وهلاتیان لسهر خاترا كهسایهتیهكى دناڤا لیستى دا دهنگێ خوه دایه وێ لیستى. +دلوڤان عهتهم: گهلهك وهلاتیا یهكهم جار دهنگێ خوه دایه كاندیدى باشى دایه وى لایهنى. +یهكگرتو ئهو لایهنى ب رێژهیهكا بهرچاف ئهف جاره دهنگێن خوه ل بادینان زێدهكرین، 60% خهلكێ دهۆك دنگێن خوه داینه كاندیدان بهرى لایهنى وى. +سهباح بابیرى بهرپرسێ مهلبهندێ سێ یهكگرتوو ل بههدینان: 60% خهلكێ دهوك ئهف جاره لسهر دهنگێ خوه دایه كاندیدى بهرى كو بدهته وى لایهنى. +پارتى ئهو لایهنه كو ئهنجامێن ئهوان ل بادینان ئیناین ل دیف حهزا وان نهبوینه دیاركرن، دهنگدان بو لایهنى زێدهتر بوهیه ژ دهنگدان بو كاندیدێ ناف لیستى. +خالد ئهحمهد كارگێرێ لقى یهكى پارتى : رێژا ههره زور دهنگێن خوه داینه لایهنى نهك كاندیدى وى لایهنى، وهك پارتى راسته كهم و كورى دلیستا مهدا ههبون، چونكه یا ب زهحمهته لیستهك بهێته دروسكرن یا بێ كهم و كورى بیت. +چهند كاندیدهكێن دهۆكێ زمارهكا باشا دهنگان بو لیستێن خوه ئیناینه، بهلێ بهراورد دگهل ههولێر و سلێمانى چ كاندیدان نهشاینه دهنگێن زور بینن و كهسێ نهگههاندینه 55 هزار دهنگان. +ستاند ئاب + + +ئینترۆ : دهرباری كۆچكرنا كوردێن ئێزیدی ژ شنگال موسلمان وكریستیانێن وێ دهڤهرێ ژی هاتنه دهنگ ودیاردكهن كو ههولێن گروپێن چهكداری بۆ ههلوهشاندنا پێكڤهژیانێ یهك رێزیا وان خورتر دكه +پێكهاتێن ئۆلی ل شنگال ڤێجاری بێ دهنگ نهبوون دهربارهی كۆچكرنهكا ب كۆم یا كوردێن ئێزیدی د ههفتیا بۆری داك ه تێرا دهربازبووین پشتی كوشتنا شهش گهنجان ژ ئالیێ چهند چهكدارێن نه ناسڤه +موسلمان وكرستیانێن شنگال خهمباریوێ كۆجبهریێ وكوشتنا ئهوان گهنجابوون كه خورتكرنا یهك رێزیا خوه د ئهوان ههولێن چهكداران داد بینن +حسێن حهمزه : وهلاتیهكی موسلمان ژ شنگال " ههموو ژ ههژاری چووبوون رهبیعا وژبهرێ دا ئهف جهێ شنگالیا یه وئهف خهبهر گهلهك ناخۆش بوو" . +سهعهد بترس : كریستیان " ئهو پهیامهكا ناخۆش بوو وئهم كرستیان وموسلمان وئێزیدی ئێك قهومین وچ وداهی دناڤبهرا مه نینه " . +یونس بهبهواتی چالاكڤان " ئهو ههولێن گروپێن چهكدار ههر جارهكا روودانهك پهداكرن پهیاما برایینیێ دناڤبهرا مهده خورت دكه " . +ئیمام ووهتارخوینهكی شنگال دیاردكه كه ب ههر رهنگهكی ئهو قهبوول ناكهن چ پێكهاتێن ئاینی ل دهڤهرا وان بهێنه ئارمانجكرن +ئهحمهد موحهمهد عهلی ئیمام ووهتارخوینێ مزگهفتا ئهلسهرای " ئهم ئیمامێن دهڤهرا شنگال ئارمانجكرنا ئێزیدیان شهرمهزاردكن ل ڤێ دهمێ دا و تهعدایهكا زۆر ب وێ چهندێ ل ئابوریا دهڤهرێ بوو وب ههر شێوهیهكی ئهم قهبولناكهن نه موسلمان نه كریستیان نه جهو ونه ئێزیدی ل دهڤهرا مهدا بهێنه ئارمانجكرن " . +پێكهاتێن ئۆلی ل شنگال كه ناڤدارن ب ئاشیتی وپێكڤهگرێدانه كا خورت ههولێن ئهوان گروپێن چهكداری ب تێكدانا یهك رێزیا مللهتێن ئاشتی خواز ل ناڤ دبن وب پرۆژهیهكی ژناڤچویی ددنه ناسكرن + + +سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ مەسعود بارزانی راگەهاند، ئەگەرا بەشداری نەکرنا کوردان د حکومەتا بێ یا ئیراقێ دە هەیە. +د هەڤپەیڤینەکە ب ئاژانسا رویتەرز رە، بارزانی دیارکریە کو مالکی ب تاکرەوەی حوکمێ ئیراقێ کر و گۆت، گەر ب هەمان ئاوایێ پێشین رەوشا ئیراقێ بەردەوام بکە وێ ریفراندومێ لداربخەن و گەلێ کوردستانێ هەر بریارەکە بدە وێ پێبەند بن. +سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ هەروها گۆت، کەسێ کو بریارا بڕینا بودجەیا کوردستانێ دایە، وێ باجا وێ بریارێ ژی بدە. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh srokê Amerîka Barack Obama lige serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmen Cerba li Washingtonê civiya. + +Li gorî çavkaniyên agahdarî civînê, serokê Amerîka tekez kiriye ku ti rewatiya serokê Sûriyê Beşar Esed tine ye û wê cihê wî jî di siberoja Sûriyê de tine be. + +Li gorî heman çavkaniyan, Obama pêşweaziya helwesta hevpeymaniyê derbarê diyalogê de kiriye û ji opozîsyona Sûriyê xwes ku nêrîna xwe derbarê desteya întîqalî de ku hemû aliyên sûrî li nav xwe bigre, pêşbixe. + +Çavkaniyeke beşdarî civînê ji medyayê re aşkere kir ku Obama tekezî li ser du xalên sereke sekiniye ku ew jî yekgirtina opozîsyonê û rêkxistina têkiliyên di navbera aliyên wê yên siyasî û leşkerî de ne. + +Li gorî çavkaniyên şanda hevpeymaniyê, armanca sereke ya serdana şanda wan ewe ku opozîsyon alîkariya leşkerî û siyasî û bi taybetî çekên pêşketî yên li dijî balafiran werbigre. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar bû îro çarşemê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê li hev bicivin, lê civîna wan hat hilewşandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê ku biryar bû her du alî tê de li hev bicivin, ragihand ku li ser daxwaza YNKê civîn hat hilweşandin û dibe ku YNKê li nav xwe li hev nekiribin. + +Endamê polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevaniyê de bal kişand ku heta niha YNKê li ser namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hev nekirine. + +Mihemed diyar kir ku YNKê endamê polîtbîroya xwe Îmad Ehmed şandiye û daxwaza lêborînê kiriye. + +Mihemed ew zaniyarî red kirin ku dibêjin PDKê pêşniyar kiriye ku dezgeha asayişê bibe wezaret. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Bi sedan alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyek ji bo piştgirîkirina Esed li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çalakiya alîgirên Esed saet 10ê sibehê bi amadebûna parêzgarê Hesekê û fermandarê hêzên polîsê parêzgeha Hesekê destpêkir û heta saet 4ê êvarê berdewam dike. + +Di çalakiyê de ku li ber navenda kultûrê li nav çargoşeya ewlekariyê ya Qamişlo birêveçû, Erebên eşîrtetên Tey, el-Mislit, Begare û Bûmihyeş beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Esed dikin hatin avêtin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku di çalakiyê de çadir hatin vedan û li ser hisabê şêxê eşîreta Tey, Mihemed el-Faris ku wek fermandarê çekdarên alîgirên rejîmê li Qamişlo tê naskirin, xwarin ji xelkê re hat amadekirin. + +Li derdora cihê çalakiyê, hêzên ewlekariya rejîmê bi awayekî berbiçav belav bûbûn û her kesê ku tevlî çalakiyê dibû dihat teftîşkirin. + +Roja yekşemê ya borî jî alîgirên Esed xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li heman navçeyê li dar xistibûn. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Teqîna ku roja 9ê nîsanê li nav maleke li bajarokê Tirbespiyê çêbû, gelek guman li pey xwe hiştin û heta niha çîrokên cuda li ser wê bûyerê tên vegotin. + +Xaniyê ku teqîn tê de çêbûye yê yek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ye ku bi xwe li Almanya dijî û bi kirê daye kurdekî xelkê gundê Girê Pirê bi navê Beşîr Ebdilmecîd Sebirî. + +Di encama teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da û yekî din bi navê Casim Hec Saîd birîndar bû, lê Beşîr wê demê ne li mal bû û ew niha li Tirbespiyê li cem hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, girtiye. + +Serokê desteya navxwe yê kantona Cizîrê Kenaan Berekat derbarê bûyerê de ragihand ku ";Beşîr di lêkolînan de îtîraf kiriye ku wî bi fermana partiya xwe PDK-Sê dixwest ligel Remezan mizgeftekê li taxa Ereban li Tirbespiyê biteqînin û bombe ji bo vê yekê hazir dikirin";. Lê belê PDK-Sê û malbata Beşîr û Remezan ev yek bi tundî red kirin. + +Birayekî Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";Remezan û Casim her du jî endamên PYDê ne û di komîteya parastina şûnwar û asaran a Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ne, lê ew nizanin bê ew çawa gihiştine mala ku teqîn tê de çêbûye";. + +Birayê Remezan aşkere kir ku ";hêzên asayişa PYDê îro xeber dane malbatê ku cenazeyê Remezan li bakurê Tirbespiyê li ser rêya gundê Şilûmiyê di nav komek keviran de ye û dema malbat çû wî cihî dîtin ku cenazeyê kurê wan perçe perçe ye û di bin keviran de hatiye veşartin";. + +Ev yekemîn bûyere bi vî awayî li bajarokê Tirbespiyê û li Rojavayê Kurdistanê bi giştî çê dibe, ji ber ku teqîn di nav mala endamekî PDK-Sê de çêbûye dema ku ew ne li male û yê li male hatiye kuştin û yê birîndar jî PYDê ne. +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Gorran daxwaz ji rêveberiya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê kir ku hemû alî beşdariya proseya siyasî li Rojava bikin. + +Îro, 14.05.2014, şandeke Kantona Cizîrê ku ji serokê desteya karûbarên derve Salih Gedo, berpirsên têkiliyên siyasî yên Tevgera Civaka Demokratîk Ebdilkerîm Omer serdana navenda serekî ya Tevgera Gorranê li bajarê Silêmaniyê kirin û derbarê rewşa niha ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. + +Berpirsê têkiliyên siyasî yên Tevgera Gorran Mihemed Hacî derbarê civînê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de şanda kantona Cizîrê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê û Gorran kirin û hêvî xwest têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji niha baştir bibe. + +Mihemed Hacî herwiha got ku şandeyê daxwaz kirin ku hemû aliyên beşdar di hikûmet nû de ku hewl bidin têkiliyên di navbera hikûmeta Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de baştir bikin û mamele ligel wan bê kirin. Hacî diyar kir ku ew wek Gorran dê beşek bin ji hikûmetê û dê ji bo vê pirsê hewl bidin. + +Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê îtîrafê bi rêveberiya xweseriya demokrat a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin, nake. + +Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di destpêka danûstandinên avakirina rêveberiya xweseriya demokrat de beşdar bû, lê wê pişt re ragihand ku ";PYDê bi tena xwe rêveberî avakiriye û ti têkiliya wan wek ENKSê bi wê rêveberiyê û biryarên wê ve tine ye";. + +Mihemed Hacî derbararê vê yekê de got ku ";Gorran ligel firehî, demokratî û desthilatdariya medenî de ye û ev çend care ji wan xwestine ku yekhelwesta xwe biparêzin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin û herwiha hemû alî tevlî rêveberiya kantonên Rojavayê Kurdistanê bibin. + +Mihemed herwiha got ";bi vê yekê dê bibe sedema yekhelwestî û yekdestî û bihêzbûna wan";. + +Berpirsê têkiliyên siyasî yên Tevgera Gorran herwiha aşkere kir ku şanda kantona Cizîrê bi fermî daxwaz ji Gorran kir ku nûneratiya xwe li Rojavayê Kurdistanê vekin û got ";Me ji wan re got ku emê vê pirsê gotûbêj bikin û em jî dixwazin him li Bakur û him li Rojavayê Kurdistanê nûneratiya xwe vekin";. + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê ";ji ber bergiriyên pêwîst li Somayê nehatine girtin"; di bin serpereştiya Egîtîm-Senê de xwepêşandaneke pirotestoyî li dar xistin. + +Xwepêşanderan daxuyandin ku ";Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e."; + +Piştî daxuyaniyê komek ji xwepêşanderan qasî pênc xulekan riya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatûçoya wesayîtan re daxistin. + +Îro, xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê di bin pêşengtiya Sendîkaya Mamostayan Egîtîm-Senê de bi armanca pirotestokirina karesata ku li kanzayeke komirê ya li navçeya Somayê ya ser bi bajarê Manîsayê pêk hat û tê de bi sedan karkerî canê xwe ji dest dan, li hewşa zanîngehê xwepêşandanekê li dar xistin. + +Xwepêşandana ku li ber Koleja Endezyariyê bi pankarta 'Yên ku ji bo kulmek komirê, temenekê dikin qurban' ta li ber avahiya rektoriyê berdewam kir. Li vir li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngeha Tûnceliyê Mehmet Aşkin ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyand. + +Aşkin, di destpêka daxuyaniyê de qala encamên bûyera li Somayê kir û got ku di encama karesata li kanzaya komirê/rijiyê qewimî de li gorî encamên heyî zêdetirî 200 karkerî jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 100 karker jî birîndar in. Aşkin, wiha pê de çû: "Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e. + +Ji malbatên kesên ku di vê bûyera dilêş de canê xwe ji dest dane re em serxweşiyê dixwazin û ji birîndaran re jî xweşiyê dixwazin. Ji ber karesata ku duh rû da, bi sedan birayên me yên karker niha di bin kavilê kanzaya komirê de ne. Em nikarin vê tiştên qewimîne wekî qezayeke jirêzê ya kanzayî bibînin." + +Aşkin, bertek nîşanî daxuyaniyên fermî yên ku dibêjin, 'Hê 2 meh berê li wê kanzayê çavdêriyên pêwîst hatine kirin' da û got ku ew venihêrtina çawa û ji aliyê kê ve pê hatiye. Di daxuyaniyê hat gotin ku sedemên bingehîn ên bûyerên bi vî rengî, kerta taybet û polîtîkayên hikûmet û dewletê yên di vî warî de ne. Aşkin, derbirî ku Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar li ser kaxizê maye û neketiy meriyetê. Aşkin, di vî warî de wiha pê de çû: "Di 29ê Nîsanê de hersê partiyên opozîsyonê ji bo lêkolandina kanzayên li Somayê, pirsnameya hevpar pêşkêşî parlamentoyê kirine. Lê belê ev pirsnameya ji aliyê AKPê ve hatiye redkirin." + +Herwiha Aşkin, anî zimên ku çavkaniya tengaviyê girîngînedana nirx û pîvanên zanist, ked û demokrasiyê ye. Piştî daxuyaniyê xwepêşanderan pênc xulekan li ber rektoriyê çalakiyê rûniştinê pek anîn. Piştre beşekê ji xwepêşanderan ji bo balkişandina ser bûyeran qasî pênc xulekan jî rêya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatoçoyê re girt. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nameyekê de hevxemiya gelê Kurdistanê gihande Serokwezîrê Tikriyê Receb Teyib Erdogan derbarê bûyera komirgeha navçeya Somaya ser bi bajarê Manîsayê li Tirkiyê de ku di encam de heta niha 205 kes mirin û ew bûyer bi bûyereke dilêş da zanîn. + +Nameya Barzanî ku arasteyî Serokwezîrê Tikriyê Receb Teyib Erdogan hatiye kirin, li ser malpera serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye weşandin û tê de hatiye: ";Bi bihîstine nûçeya karesata dilêş ya agirgirtina komirgeha li bajarê Manîsayê em gelek xembar bûn, ku bi sedema wê hejmarek mezin ji karekeran jiyana xwe jidest dan û hejmareke din birîndar û winda ne."; + +Herwiha Barzanî di nameya xwe de serexoşî li Erdogan û gelê Tikriyê kir û got: ";Serexoşiya xwe û gelê Kurdistanê bo we yê birêz û gelê Tikriyê û malbatên qurbaniyên wê bûyera dilêî radighînim."; + +Di dawiya nameya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê ";Hêviya dîtina kesên winda û başbûna birîndarên vê karesatê"; xwest. + +Li komirgeha navçeya Somaya ser bi bajarê Manîsayê li Tirkiyê di encama teqînekê de heta niha 205 karker jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 80 kes birîndar bûn. + +Tê pêşbînkirin ku nêzîkî 400 kes jî hîn di nav şikeft û tonelên wê komirgehê de asê mabin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye,li bajarokê Girkê Legê avêt li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) û armeya ku navû logoya wê li ser anî xwar. + +Çavkaniyên taybet yên Rûdawê tekez kirin ku, di dema daxistina armeya PDK-S, nerazîbûn û diltengî li cem endam û aligirên partiya navbûrî de çêbû, lê berpirsên PDK-S heval û alîgirên xwe rawestandin û nehiştin ku bûyer mezin bibe. + +Herwiha çalakvanan ji Rûdawê re gotin ku dema wan ji asayişê li ser sedema vî karî pirsîn, asayişê li wan vegerand ku ev biryar ji asayişa giştî li bajarê Amûdê derketiyê ji ber ku PDK-S bê molet kar dike. + +Ev bû demek ku rêxistinên ser bi PYD ve guvaşeke tund xistine li ser alîgirên PDK-S de. + +Di van her 3 rojên borî de, 3 endamên serkirdatiya wê binçavkirine û ji roja Înê ya borî ve, 09.05.2014, Sekreterê PDK-S, Siûd Mela li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye û asayişa PYD a li ser xala sînorî ya Dirbêsiyê nahêle ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û vegere mala xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Mistefa Oso ragihand ku endamê polîtbîroya wan Beşar Emîn ji aliyê asayişa girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hat girtin. + +Mistefa Oso li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";Beşar Emîn nîvê şeva borî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke asayişa PYDê ve hat girtin";. + +Oso girtina Beşar Emîn wek ";binpêkirineke din ku ji aliyê hêzên PYDê ve li dijî endam û dostên PDK-Sê tê kirin"; da zanîn. + +Piştî teqîna ku roja 9ê gulanê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û rêveberiya kantona Cizîrê ";PDK-Sê bi encamdana wê teqînê tometbar kir";, çend serkirdeyên wê partiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hatin girtin. + +Polîtbîroya PDK-Sê tevî redkirina wan tometan de, derbarê girtina serkirde û endamên xwe de hişyarî da û got ku ";PYDê di rêya van karan re yekîtiya Kurdan perçe dike û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê de";. + +Heta niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê derbarê girtina Beşar Emîn û serkirdeyên din ên PDK-Sê de ti daxuyanî nedane. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Piştî xwepêşandana ku nîvroyê li hewşa zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê li dar ket, ji bo karesata ku li navçeya Somaya bajarê Manîsayê di kanzayeke komirê de rû da û tê de bi sedan karker jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne, li navenda bajêr jî xwepêşandanek ji aliyê Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsîmê ve hat lidarxistin. + +Di xwepêşandana ku duh danê êvarê li navenda bajarê Dêrsîmê bi pankarta 'Dawî li kerta taybet û taşeronbûyînê bîne, ne çarenivîs e kuştina pîşeyî ye' bi rê ve çû de digel hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl, Alîkarê hevşaredaran Huseyîn Tûnç, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi hezaran niştecihên bajêr beşdar bûn. + +Xwepêşana ku li Kolana Hunerê destpêkir li Meydana Seyîd Riza bi dawî bû. Li vir nûnerên sendîkayan û nûnerên partiyên siyasî têkildarê karesata kanzayî daxuyanî dan. + +Xwepêşanderan gelek caran dirûşmeya 'Ev ne qeza ye, ev mirovkujî ye' berz kirin. + +Li meydanê destpêkê Nûnerê Genel-Îş a ser bi DÎSKê yê Dêrsîmê Hasan Çîçek axivî û daxuyand ku bûyera li Manîsayê ";afateke sirûştî nîn e";. + +Çîçek wiha domand: ";Hinek ji vê bûyerê re dibêjin qeza, lê ev ne qeza ye. Ev komkujiyek e ku hatina wê ji berê ve diyar bû. Kiryarên vê komkujiyê, pêkhênerên kerta taybet û taşeroniyê ne. Rêveberiya van qadên ku bi salan ji aliyê rêveberiya mîrî ve pêk hat, piştî ketin destê kerta taybet, rêjeya bûyer û rûdanên kar gihêşt asteke metirsîdar. Di navbera salên 2002 û 2011an de di kanzayên komirê de rêjeya bûyerên kar ji sedî 40 zêde bû. Sedemê vê yekê kerta/sektora taybet e." Herçend Çîçek sedemê zêdebûna rêjeya bûyerên kar di rêza yekem de 'kerta taybet' destnîşan bike jî heta hikûmetê çendîn sedem û hokarên din jî da dûhev";. + +Di çalakiyê de Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsîmê Mûstafa Taşkale, Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Dêrsîmê Alî Ekber Kaya û Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê bûyera Somayê daxuyanî dan. + +Dogrû got ku dîsa xwîn ji dilê wan diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di rastiya xwe de êdî ev erdnîgariya nasê xwînê ye. Lê em dibêjin êdî bes e. Di kanzayan de em dimirin, li çiyan em dimirin, di îşkencexaneyan de em dimirin. Ji van sermayedaran re em dibêjin, êdî bes e";. + +Herwiha Dogrû got ku divê ji wezîrê kar û xebatan, wezîrê enerjiyê heta serokwezîr hemû îstîfa bikin û dest ji erkên xwe bikişînin. + +Piştî daxuyaniyan, girse hêminane belav bû. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Mihemed Îsmaîl ragihand ku ";hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hevalê wan Beşar Emîn li bajarê Hesekê girt û ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin";. + +Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";endamê polîtbîroya PDK-Sê Beşar Emîn duh nîvê şevê ji nav mala xwe li bajarê Hesekê ji aliyê hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hat girtin";. + +Îsmaîl aşkere kir ku ";Beşar Emîn îro serê sibehê zû ji aliyê wê hêza çekdarî ve di rêya Sihêla re bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin";. + +Îsmaîl got ku ";Beşar Emîn bi cilê xewê û pêxwas û bê pêlav ji aliyê wan çekdaran ve bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin";. + +Mihemed Îsmaîl herwiha got ku ";girtina Beşar Emîn di çarçoveya kampaniyên girtina serkirde û endamên PDK-Sê de ji aliyê asayişa PYDê ve tê";. + +Serkreterê polîtbîroya PDK-Sê tevî şermezarkirina wî karî, tekîd kir ku ";ev yek bi ti awayekî nakeve xizmeta yekîtiya Kurdan de";. + +Piştî teqîna ku roja 9ê gulanê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û rêveberiya kantona Cizîrê ";PDK-Sê bi encamdana wê teqînê tometbar kir";, çend serkirdeyên wê partiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hatin girtin. + +Polîtbîroya PDK-Sê tevî redkirina wan tometan de, derbarê girtina serkirde û endamên xwe de hişyarî da û got ku ";PYDê di rêya van karan re yekîtiya Kurdan perçe dike û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê de";. + +Heta niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê derbarê girtina Beşar Emîn û serkirdeyên din ên PDK-Sê de ti daxuyanî nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê hêzeke asayişa ku bi ser PYDê vet ê naskirin, avête ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê û arma ku nav û durşme wê partiyê li pêşiya ofîsê hatiye daleqandin hilkirin û ligel xwe birin. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";îro dora saet 8ê sibehê, grûpeke asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Çilaxa û arma ofîsê hilkirin û birin";. + +Îsmaîl da zanîn ku ";dema asayişê êrîşî ofîsê kir, bi tenê nobedarê ofîsê li wir amade bû, lê ew nehatiye girtin";. + +Duh çarşemê jê bi heman şêweyî, asayişa avêtibû ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Girkêlegê û arma ofîsê hilkiribûn û ligel xwe biribûn. + +Mihemed Îsmaîl diyar kir ku wan ji endam û dostên xwe xwestiye ku ti pirsgirêkan dernexin û aramiya rewşa li navçeyê biparêzin. + +Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê hilkirina armên her du ofîsên PDK-Sê li Çilaxa û Girkêlegê nedaye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro pêncşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê li hev bicivin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna Barzanî û Mistefa wê saet 12ê nîvro destpêbike û wê tê de pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gotûbêj bikin. + +Şanda Tevgera Gorran ku bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye, ji Omer Seyid Elî û Heme Tewfîq Rehîm pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê nameyek ji serokê Parlamentoya Tirkiyê re şand û tê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera kaniya komira Romayê li Stenbolê kir. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed îro pêncşemê nameyeke sersaxiyê ji serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek re şand. + +Di nameyê de Mihemed got ku ";ew bi navê xwe û desteya serokatiyê û hemû parlamenterên Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê sersaxiyê li gelê Tirkiyê û malbatên qurbaniyên wê bûyerê dikin";. + +Di teqîna ku li kaniya Soma li bajarê Manîsayê de pêk hat, heta îro sibehê 282 karkeran jiyana xwe ji dest dan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka heftiya bê de serdana Berîtanya bike. + +Serdana serokwezîr Barzanî li ser vexwendina wezîrê derve yê Berîtanya Wiliam Hague. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe de ku wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî jî hevaltiya wî dike, wê ligel wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yên Berîtanya bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê, ji ber sivkatiya ku derheqê serokê lîsteya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê Heval Ebûbekir kiribû, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ceza kir. + +YNKê di dema kampaniyên hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de serokê lîsteya Gorran li Silêmaniyê bi wê yekê tometbar kir ku ";baesiye"; û li ser tabloyan ku li cadeyên Silêmaniyê hatibûn danîn ev yek nivîsandibû. + +Komîsyona hilbijartinan di biryara xwe de ku kopiyek jê gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, dibêje ";li ser doza Gorranê, komîsyonê ew tabloyên ku li cadeyên Silêmaniyê hatine danîn şopandin û derket ku ew li dijî rênimayên komîsyonê ne";. + +Di biryarê de hatiyed gotin ku komîsyonê bi qasî 5 milyon dînarê iraqî YNKê ceza kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda çapemenî û ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, ragihand ku di roja 13ê gulanê saet 8ê sibê de li nêzî Girê Meskanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de pevçûn derket. + +HPGê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ";di wê pevçûnê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû";. Hat ragihandin ku gerîlayekî HPGê jî birîndar bûye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";roja 12ê gulanê jî li çiyayên Amedê nêzîkî Pasûrê helîkopterekî ji curê Skorsky yên girêdayî Artêşa Tirkiyê dema ku li ser herêmên Gerîla de bi armanca hişyariyê gule lê hat berdan û ew helîkoptera derbe xwar û neçar ma ku li navçeya Koçakoya girêdayî Amedê dakeve xwar";. + +Li aliyekî din jî li gor medya Tirkiyê hat ragihandin ku komek ji gerîlayên PKKê li Şirnexê ";9 karkerên di çêkirina înşaeta herêma baregeha leşkerî de dixebitîn revandine";. + +Medyaya nêzîkî PKKê jî ev bûyer di malperên xwe de weşandine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê de her du aliyan tekîd kir ku ewê bi yek dengî biçin Bexdayê. + +Îro saet 12ê nîvro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê civiyan. + +Mijara serekî ya civînê, avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya nû li Iraqê bû. + +Di civînê de, Barzanî û Newşîrwan Mistefa tekîd li ser wê yekê kirin ku ewê bi yek dengî biçin Bexdayê û gotûbêjê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin. +Di vê serdanê de her yek ji Omer Seyid Elî û Heme Tewfîq Rehîm hevaltiya Newşîrwan Mistefa kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevsreoka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut ragihand ku eger ku tê xwestin pirsgirêka Kurd di zemîna demokratîk de bê çareserkirin divê gavên qanûnî bên avêtin û mafê perwerdehiya zimanê kurdî di destûra bingehîna Tirkiyê de bê çareserkirin. + +Zumrut derbarê roja 15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî de daxuyanî da rojnamevanan û got ku ";ewê bi vê meşa ku îro BDP û komeleyên zimanê kurdî li Amedê li dar dixin, daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî bi awayekî fermî di nav saziyên dewletê de bikin";. + +Zubeyde Zumrut diyar kir ku ";pirsgirêka zimanê kurdî tenê bi dersên hilbijarte û dibistanên taybet de çareser nabe, divê di zemîna qanûnî de pêngav bên avêtin";. + +Roja 15ê gulanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê gelek saziyên Kurd ve hatiye pejirandin, ew jî roja ku mîr Celadet Elî Bedirxan di 15ê gulana 1932yan de dest bi weşana Kovara Hawarê kiriye ku ew yekem kovara ku weşan bi tîpê latînî yên kurdî kiriye. + +Amed (Rûdaw) – Di serî de li Amedê, li bajarên Mêrdîn, Dîlok, Dêrsimê bi hezaran kurdên Bakurê Kurdistanê daketin qadan û xwestin hesabê mirina bi sedan karkerên madena komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê ji hikûmetê bê pirsîn. Kurdistaniyan diyar kir mirina van karkeran ne qeza ye, berevajî wê tevkujî ye. + +Bi hezaran Amedî ji bo şermezarkirina bê baldarî, bê ewlehî û bê tedbîriya berpirsyaran a li hemberî karkerên madenê ku li Somaya Manîsayê jiyana xwe ji dest dan, daketin kuçe û kolanan. Girseya qelebalix bi riya sendîkayên girêdayî KESK’ê li ber Plazaya AZC’ê ya Amedê civiyan. Girseyê li vir bi dirûşmên ";Ji Roboskiyê heta Somayê hesabê bipirsin";, ";Amed ranezê xwedî li berxwedanê derkeve";, ";Her der Soma her der berxwedan"; berz kirin. Gelek kesên tevli çalakiyên bûn kaskeyên karkerên madenê ber kirin û rûyê xwe bi teniya komirê reş kirin. Bi sedan xwendekarên lîseyê jî ji ber dibistanên xwe heta cihê çalakiyê meşiyan û piştgiriya xwe ya ji bo malbatên karkerên madenê nîşan dan. + +Banga îstifayê li rayedarên hikûmetê kirin +Çalakgeran li ber Plazaya AZC’ê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre ber bi SGK’ê (Saziya Ewlehiya Civakî) ve meşiyan. Li vê derê ji bo giyana karkerên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Berpirsyarên sendîkayan û komeleyên mafên mirovan ku li vê derê axaftin kirin, destnîşan kirin ev karker ji ber bêtedbîriya sermayedaran û hikûmeta AK Partiyê hatine kuştin û navê vê yekê tevkujî ye. Nûnerên li ser navê girseyê axivîn, banga îstifayê li rayedarên hikûmetê kirin. Li navçeya Erxenê ya Amedê jî çalakiyek şermezarkirinê hate lidarxistin. +Di navberê de li Mêrdîn, Dêrsim û Dîlokê jî sendîkavan û endamên BDP û partiyên çepgir bi daxuyaniyên çapemeniyê bûyer şermezar kirin. + +Rojek dest ji kar kişandin +Di serî de endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm Senê, bi hezaran endamên sendîkayan ku di sazî û dezgehên dewletê de karmendî dikin ji bo şermezarkirina hikûmetê û berpirsyarên şîrketên madenê îro dest ji kar kişandin û neçûn ser karê xwe. Xwendekaran jî dibistan boykot kirin. + +BDP’ê giştîname belav kir +Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê jî ji hemû rêxistinên xwe yên bajaran re giştînameyek şand û heftiyek şîn îlan kir. Di giştînameyê de ji rêveberên BDP’ê hate xwestin hemû şahî û çalakiyên konser û muzîkê vê heftiyê bêne betalkirin û ji bo piştgiriya karkerên Somayê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. + +Hejmara miriyan deqe bi deqe zêde dibe +Bi sedan karkerên madenê ji ber teqîna trafoyê û hilweşînê di tûnela madenê de asê man û ji ber bê oksîjeniyê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest didin, deqe bi deqe zêde dibe. Li gorî agahiyên ku sendîka parve dikin hejmara miriyan dê heta 350 kesî derkeve. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di nav karkerên mirî yên ku di encama teqîna kana komirê li navçeya Somayê ya Manîsayê yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane, 2 kurd jî hene ku yek xelkê Colemêrgê û yê din jî xelkê Batmanê ye. +Li gorî agahiyên dawî, heta niha di bûyera teqîna kana komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê de 282 karker mirine û bi dehan karker jî hê asê mane lê tê gotin êdî hêviya ku ew karker zindî bimînin, her ku diçe kêm dibe. +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, di nav karkerên mirî de 2 kurd jî hene ku yek jê xelkê bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ye û navê wî Ehrullah Armût e ku 8 sal bû li kana komirê ya Somayê de kar dikir. +Emrullah Armût, temenê wî 35 sal û bavê du zarokan bû û ji ber karê xwe mala xwe biribû Somayê. +Hat zanîn, cinazê Emrullah îro danê êvarê li bajarê Colemêrgê hat definkirin. + +Li gorî agahiyan, jibilî Emrullah Armût, kurdekî xelkê bajarê Batmanê jî di nav miriyên Somayê de heye lê heta niha ti agahî li ser wî bidest neketine. + +Emrullah û hevjîna xwe + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Beşar Emîn behsa awayê binçavkirin û nefîkirina xwe ji Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku kesên ew revandin jê re gotin ";Hûn xayîn in û we xwe firotiye, herin cem hevalên xwe"; li Başûrê Kurdistanê. +Îro, 15.05.2014, sekreterê polîtbîroya PDK-S, Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hevalê wan Beşar Emîn li bajarê Hesekê girt û ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin."; +Di bultena Rojavayê Kurdistanê de li ser ekranên Rûdaw TV, Beşar Emîn bû mêvan û behsa awayê binçavkirin û nefîkirina xwe kir. +Emîn di destpêkê de got: ";Derdora demjimêr 11ê êvarî bi dema Qamişlo, 6 çekdarên rû nixumandî li deriyê me dan, lê min ji zarokên xwe re got kes derî veneke belkî herin, lê wan çekdaran derî şikandin û bi darê zorê ez ji malê dexistim û ne hiştin ez ne cilê xwe biguherim û ne jî nansameya xwe bînim û ez bi cilê xewê binçav kirim."; +Herwiha Emîn çîroka binçavkirina xwe berdewam kir û got: ";Dema ku ez derbasî otombîlê kirim, destê min kelemçe kirin û çavên min girêdan, derdora saet û nîvekê otombîl meşiya û piştre otomobîl rawesta û ez derbasî otombîleke din kirim. Kesên ku ez binaçv kirim bi Erebî di axivîn."; +Wî endamê polîtburoya PDK-Sê axevtinên xwe berdewam kirin û wiha diyar kir: ";Piştî ez radestî otombîla duyem kirim, kesek hat û bi Kurdî axivî, ji min re got ku ew ji Tevgera Ciwanên Şoreşê ne, ku ser bi PYD ye, û got ku ew di xwazin bi rêya min nameyekê bişînin devera ku min bişînê de."; +Herwiha aşkere kir ku wî xwest bersiva wî kesî bide û pêre gotûbêj bike ";Lê wî kesî ji min re got me ti neaniye da em bi te re gotûbêj bikin, tenê em dixwazin tu nameya me bighîne."; +Beşar Emîn li ser sedema encamdana vî karê han li dijî xwe got: ";Wî kesê ku bi Kurmancî ligel min axivî got ku we (PDK-S) xwe firotiye, hûn xayîn in, here cem hevalên xwe û ez anîm li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji nû destê min ji kelemçe derxistin û çavên min vekirin, lê ew hê rû nixumandî bûn."; +Emîn got jî ku dema ku çavên wî vekirin nas kir ku ew li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û wan kesên ku ew revandin jê re gotin: ";Here cem hevalên xwe, ku ti vegere Rojava emê te bigirin."; + + + +Şingal (Rûdaw) – Di encama bûyereke tirafîkê de li devera Şingalê li Başûrê Kurdistanê 6 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. +Îşev di dawetekê de li tenşit gundê Ewbû Rasênê yê ser bi qezaya Beacê ya girêdayî bajarokê Şingalê, 5 kes ku hemû jin bûn, jiyana xwe ji dest dan. +Qaymeqamê qezaya Beacê Ehmed Yûsif, ji Rûdawê re got, di dema veguhastina bûkekê de li gundê Ebû Rasênê yê ser bi qezaya Beacê ve rûdaneka mezin ya otomobîlan rûda ku sê otomobîl li hev ketin. +Ehmed Yûsif da zanîn, di bûyerê de 5 jin mirin û 9 zilam jî birîndar bûn. +Li gor agahiyên Rûdawê termên wan jinên ku canê xwe ji dest dane digel birîndaran hatine veguhastin bo nexweşxana tengaviya û pizîşkiya dadperwerî ya parêzgeha Dihokê lê li nexweşxanê birîndarekî jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara kesên di bûyera îşev de mirin, gihîşt 6an. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku sînorekî ji kar û kiryarên hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, danin. + +ENKSê duh daxuyaniyek derbarê girtina endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn li Hesekê û derkirina wî ji Rojavayê Kurdistanê de, derxist. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";girtin û derkirina Beşar Emîn yek ji wan kiryarên neberpirsyar e ku ji aliyê asayişa PYDê ve li dijî hevalên PDK-Sê û ofîsên wê û hinek rojnamevanan hatine kirine";. + +ENKSê tevî ev kiryar bi tundî şermezar kirin, got ku ";armanc jê ewe milimaneyeke di navbera Kurdan xwe bi xwe de derkeve holê û jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi dawî were";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";ew kiryarên asayişa PYDê dike, xizmeta yekrêziya Kurdan nake û li dijî hemû buhayên mirovî, qanûnî û kultûra tevgera siyasî ya Kurd in û dikevine xizmeta berjewnediya rejîmê de";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê ku gelek caran ji EGRK û PYDê xwestiye sînorekî ji van kiryaran re dane, daxwaz kir ku ew helwesteke aşkere derbarê vê yekê de bînin ziman û nehêlin fitina ku rejîm dixwaze derxîne holê biserkeve. +Heta niha ne PYDê û ne jî EGRKê derbarê bûyera girtin û derkirina Beşar Emîn û herwiha endamên din ên PDK-Sê de ti daxuyaniyî nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya xweseriya demokratîk, dibêje ew amade ye welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin pêşwazî bike. + +Encûmena cî bicîkar ya xweseriya demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew amade ye welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku niha li Başûrê Kurdistanin pêşwazî bike. + +Daxuyaniyê zelal kir ku, piştî karmendên deryê Sêmalka ketin girevê de ji bo şermezarkirina kolana xendeqê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, deryê Sêmalka hatibû girtin, lê niha ew carek din vebûye û welatiyên ku dixwazin vegerin ewê di deryê Sêmalka re pêşwaziya wan bikin. + +Herwiha daxuyaniyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan kir ku, desteyên xwe yên peywendîdar erkdar bike daku danûstendin di navbera her du aliyan de çêbibe û rêkeftineke gunca ji bo xizmeta her du aliyan bibînin û asankariyên pêwîst ji bo welatiyan pêşkêş bikin. + +PYD û hevalbendên wê, berî niha sîstemek bi navê xweseriya demokratîk ji bo birêvebirina navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihandibûn, û Rojavayê Kurdistanê kirin 3 parçe bi navê kantonên Cezîrê, Kobanê û Efrînê, lê heta niha ne Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS) nejî ti aliyekî herêmî yan navdewletî li îdara kantonên PYD û hevalbendên wê mikur nehatine. +ev nêzî 2 meha ne ku deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêveberiya derî ve hatiye bgirtin û heta vê gavê jî ew derî nehatiye vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Gumana li ser teqîna roja 9ê gulanê ya ku li nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat û hat gotin ku tê de endamekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jiyana xwe ji dest daye, heta niha zelal nebûye. + +Mala ku teqîn tê de çêbûye, bi kirê di destê hemwelatiyekî Kurd bi navê Beşîr Mecîd Mûsa de ye û ew niha li cem asayişê girtiye. + +Di teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da ku li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ew endamê PYDê ye û yek ji endamên komîteya parastina şûnwaran a ser bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li Tirbesiyê ve bû. + +Piştî teqînê bi çend rojan , rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, got ku ";Beşîr Mecîd Mûsa di lêkolînan de li xwe mukir hatiye ku wî û Remezan xwe amade dikirin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin";. Rêveberiyê herwiha her yek ji PDK-Sê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Asansa Parastinê bi wê yekê tometbar kir ku ";ew pilanê dikin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin û rewşa herêmê têk bidin";. + +Li hember vê yekê, polîtbîroya PDK-Sê daxuyanî da û got ku ";endamên wê Beşîr di bin îşkenceyê de û bi zorê îtîraf jê hatine standin";. + +Derbarê teqîna Tirbespiyê de, duh Aajansa Parastina ya Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derxist û tê de ew tomet red kirin û ragihand ku ";teqîna li Tirbespiyê sînaryoyeke qelis a PYDê bi xwe bû";. + +Ajansa Parastinê got ku ";Remezan Mihemed Hesen ê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye, endamê asayişa PYDê bû û pirsgirêka wî ligel PYDê hebû û xelkê deverê vê yekê baş dizanin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";Di wê sînyaryoyê de him Remezan hatiye jinavbirin û tesfiyekirin û him jî hêncetek çêbû ji bo girtina Beşîr Mûsa";. Herwiha selametiya Beşîr ê ku heta niha girtiye ";xiste stûyê PYDê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên hewlagirî yên Tirkiyê li çend cihan sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û li ezman difiriyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Duhokê ragihand ku ";berî nîv saetê 2 balafirên hewalgirî yên Tirkiyê sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û li ser çiyayê Metîn difiriyan";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ew balafir li sînorê devera Amêdiyê, Şêladizê, Kanî Masî û Dêrelûkê hatine dîtin. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê li devera Raperînê got ku ";2 balafirên tirkî sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirine û di ser binarê Qandîlê re difirin";. + +Endamê encûmena rêveberiya gundê Zargelî, Îsmaî Zargelî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro saet 11ê nîvro 2 balafirên tirkî sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û nêzîkî 10 deqeyan di ser gundên binarê Qendîlê re firiyan û pişt re çûn";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku ";wan bi çekên giran bersiva balafirên şer ên Tirkiyê daye";. + +Îro sibehê 2 balafirên Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di ser binarê Qendilî û çiyayê Gare û Metîn re firiyan. + +Nişteciyekî deverê bi navê Nijyar Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";balafirên Tirkiyê di ser çiyayê Gare û Metîn re firiyan û derdora gundên Nihêl, Nêrwe û Rêkan bombebaran kirin";. + +Derbarê vê mijarê de, HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";îro saet 10.45 deqe çend balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê di ser herêmên Qendîl, Gare, Çemço û Avaşîn re bi awayekî nizim firiyan û HPGê bi doşkayê bersiva wan da";. + +Şandeyê Rûdawê li Dêrelokê diyar kir ku wî 2 balafir li çiyayê Metîn dîtin û got ku ";balafir li sînorê devera Amêdî, Şêladizê, Kanî Masî û Dêrelokê hatin dîtin";. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê li devera Raperîn ragihand ku ";2 balafirên Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di ser binarê Qendîlê re firiyan";. + +Kobanî (Rûdaw)- Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ";Kiryarên asayişa PYD li himber endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi tundî şermezar"; kir. +Şaxê ENKS li Kobanî derbarê bûyerên girtin û nefîkirina endamên PDK-S de ji aliyê asayişa PYD ve daxuyaniyekê belav kir û tê de hatiye: ";Kiryarên asayişa PYD ji girtin û nefîkirina endamên PDK-S û rakirina armeyên ku nav û druşma PDK-S li ser, kiryarên neberpirsiyarin û dûrî behayên mirovî, yasayî û çanda tevgera siyasî ya Kurdî ne."; +Herwiha şaxê ENKS li Kobanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev kiriyarên asayişê ";Xizmeta doza gelê Kurd nakin û ji bilî dujminên Kurdan kes sûdê jê wernagire."; +Di dawiya daxuyaniya xwe de, şaxê ENKS li Kobanî dawxaza azadiyê bo ";Girityên siyasî yên di gitîgehê PYD de"; kiriye. +Roja 09.05.2014, Sekreterê PDK-S Siûd Mele ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Bakurê Kurdistanê, da ku ji wê de bi rêya xala sînorî ya Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê asayişa li ser sînor nehiştin ku ew derbas bibe. +Ji wê demê ve û heta niha kampaniyeke girtin ji aliyê asayişa PYD li dijî serkirde û hevalên PDK-S destpêkiriye, bûyera dawî jî nefîkirian endamê polîtburoya PDK_S, Beşar Emîn bû, ku duh ew bo Başûrê Kurdistanê hatibû nefîkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanekî Kurd li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. + +Li gor çalakvanên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, duh ciwanekî Kurd bi navê Cemal Ezîz Zade li çiyayên li sînorê bajarê Bane teqînek pê de teqiya û di encam de jiyana xwe ji dest da. + +Cemal ji bo komkirina giya û pincarên biharê çûbû çiya û ew mayîna ku pê de teqiya ji wan mayînan bû ku serdema şerê 8 salan ê di navbera Îran û Iraqê de li deverê hatine çandin. + +Her sal bi dehan hemwelatiyên Kurd li deverên sînorî yê di navbera Rojhilar û Başûrê Kurdistanê ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. + +Colemêrg (Rûdaw) - HPG'ê ragihand ku gerîlayê ku li çiyayê Meskan yê Colemêrgê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest daye, xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. + +Li gorî nûçeya ANFê, li Kurdistanê tengezariya ji ber çêkirina qereqol zêde dibe. + +Li çiyayê Meskan ê Colemêrgê, ji ber çêkirina qereqolê çend roj berê di navbera gerîlayên HPG û hêzên artêşa Tirk de şer derketibû. + +Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kiribû ku di şerê 13'ê Gulanê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye lê heta niha kuştina wan serbazan ji aliyê dewletê ne hatiye redkirin ne jî hatiye piştrastkirin. + +HPGê her wiha eşkere kiribû ku di şerê Meksanê de gerîlayekî wan jî birîndar bûye lê li gorî daxuyaniya îro, gerîlayê han jiyana xwe ji dest da. + +Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye: + +Nav paşnav: Mûhammed Hoşan +Nasnav: Sîdar Kobanê +Cihê ji dayikbûnê: Kobanê +Navê dê û bav: Rehber-Huseyîn + +Ev şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de di demekî de diqewimin ku ev nêzîkî sal û nîv e di navbera her de û di çarçoveya ";pêvajoya aştî û çareseriyê"; de agirbest heye û ji wê demê ve cara ewil e ku her du alî di şer de kuştiyan didin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Tirbespiyê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dike ku komîteyeka yasayî derbarê wê teqînê de lêkolînê bike ku roja 9ê Gulanê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê îro daxuyaniyek derbarê wê teqînê de belav kir ku di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de pêk hat û tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da. +Di daxuyaniyê de, şaxê ENKSê got ku ";ew kar li dijî kultûra gelê Kurd e û dê dirzeke mezin bixe civaka kurdî de";. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê herwiha daxwaz kir ku lêkolîneke adil û dadperwer ji aliyê komîteyên hiqûqî derbarê teqînê de bê kirin. +Piştî teqînê, hemwelatiyê ku ew mal bi kirê girtiye, ku di dema teqînê de ne li mala xwe bû, ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin. +Herwiha gelek kesên din li Tirbespiyê, Çilaxa û navçeyên derdora wê ji aliyê heman hêzên asayişê ve hatine girtin. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku hemû girtiyên ku destê wan di teqînê de tine ye bên azadkirrin û got jî ku ";girtinên bêserûber bi tenê xizmeta dijminên Kurdan dike";. + +Dêrik (Rûdaw) - Endamekî din ê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) ji Rojavayê Kurdistanê hat nefîkirin, herwiha endamekî polîtbîroyê û endamekî normal ê wê partiyê jî hatin girtin. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Mihemed Seidûn ji aliyê 2 kesên nenas ve ji mala xwe ya li gundê Besta Sûsê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hat girtin û piştî nîv saetê bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Kerîm Mîranî, derheqê vê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku 2 kesên nenas ku yek ji wan bi kurdî diaxivî, îşev saet 9.40 avêtin ser mala Mihemed Seidûn û ew revandin û piştî nîv saetê ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin. + +Mîranî herwiha got ku wan kesên nenas ji Seidûn re gortine, ";Here Kurdistana xwe li cem hevalên xwe";. + +Li gorî agahiyên Mîranî, Mihemed Seidûn li ser sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye pêşwazîkirin û dê îşev derbasî Dihokê bibe. + +Mîranî ku di heman demê de berpirsê pêwendiyên giştî yê PDK-Sê ye, eşkere kir ku endamê polîtburoya partiya wan Mihemed Elî Îbrahîm ê ku bi navê Ebû Nado tê naskirin, li Dêrikê ji aliyê hin kesên ser bi PYDê ve hatiye girtin. + +Mîranî herwiha da zanîn ku endamê PDK-Sê yê bi navê Qasim Diyab jî li Tirbespiyê hatiye girtin. + +Tê zanîn ku duh endamê polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn jî ji aliyê kesên nenas ve, ku PDK-S dibêje ser bi asayişa PYD ve bûn , bo Başûrê Kurdistanê hatibû nefîkirin. + +Enqere (Rûdaw)- Gerlayên PKKê yên li çiyayên Bakurê Kurdistanê bi çalakin, wan berî salekê li ser daxwaza rêberê PKKê Ebdullah Ocalan dest bi vekişîna kampên li çiyayê Qendîlê kiribûn. + +Her çiqas Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013an de gotibû ewê hemû hêzên çekdar vekişînin devrey sînor, lê PKKê bi hênceta ku hikûmeta Tirkiyê ti gav ber bi pêşve ne avêtine, proseya vekişînê dabû sekinandin. + +Ocalan di peyamên xwe yên ku ji Îmiraliyê tên de rewşa proseyê erênî dibîne, lê rêveberên PKKê yên li Qendîlê dibêjn ku hikûmet gavan navêje û hikûmetê rexne dikin. + +Rêveberên PKKê li Qendîlê dibêjn dibe ku carek din şer destpêbike. + +Hikûmeta Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku proseya çareseryê didome û destpêkirina şer sûd û fêde nade ti aliyekî. + +Çavdêrên ku mjarê ji nêzîkî ve dişopînin dibêjn her çend daxuyaniyên Qendîlê derbarê destpêkirina şer de bin jî, lê îhtîmaleke biçûk e ku carek din PKKê dest bi şerê çekdarî bike. + +Li gorî ragihandina PKKê, ji 8ê gulana 2013ê ku destpêka vekişîna gerîla bû û heta niha beşek zêde ji gerîlayên wan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç jî di hevpeyivîna xwe ya ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de gotibû ku rêjeya derketina gerîlayên PKKê tenê ji pêncan yek e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mîranî ragihand ku 3 serkirde û endamekî partiya wan ";ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û bo Başûrê Kurdistanê hatin nefîkirin";. + +Ebdilkerîm Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";şeva borî asayişa PYDê avêtin ser mala her du endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî Silêman û Nafih Beyro li bajarê Dêrikê û herwiha mala endamê komîteya navendî Mihemed Ebdî Saedûn li gundê Besta Sûs ê nêzîkî sînor";. + +Mîranî aşkere kir ku ";asayişa PYDê avête ser mala endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê Elî Îbrahîm jî û ew her çar bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin";. + +Derbarê helwesta partiya wan de, Mîranî tevî şermezarkirinê, got ku ewê bi hemû rêyên aştiyane li dijî van karan rawestin û tekez kir ku ev kar ";dûrî mirovatî û kurdewariyê ne û rasterast dikevine xizmeta dijminên Kurdan de";. + +Ebdilkerîm Mîranî diyar kir ku ";şeva borî li bajarokê Tirberspiyê jî çend endamên wan bi navê D. Qasim Hesen, Pîroz Ekrem û Lawîn Keleş ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e";. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê got ku ";ev karên ku asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî serkirde û endamên PDK-Sê dike, di dîroka Kurd û Kurdistanê de mînakên wê tine ne";. + +Heta vê gavê asayişê û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, ti daxuyanî derbarê van bûyeran nedane. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bicive û derbarê danûstandinên ligel Bexdayê de gotûbêjan bike. + +Di civîna îro de wê amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Iraqê derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û awayê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de were gotûbêjkirin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de wê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve cîrgirê yekem ê sekreterê giştî Kosret Resûl Alî beşda bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di 26ê nîsanê de li Îmraliyê bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn, çû Qendîlê û dê bi rayedarên KCKê re geşedanên dawî binirxînin. + +Li gor medyaya nêzîkî PKKê, alîkarê hevserokê giştî yê HDPê Sirri Sureyya Onder û serokwekîlên koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken duh li deriyê sînorê Xaburê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Şanda HDPê wê îro bi rayedarên KCKê re hevdîtinan pêk bînin. + +Ev yekemîn serdane ku ew şande bi navê HDPê diçe Qendîlê piştî ku parlamenterên BDPê tevlî HDPê bûn. + +Ji destpêka pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de, di hefteya borî de yekemîn care ku di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li çiyayê Meksanê pevçûn qewimî. + +Di encamê de gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest da û li dêrsîmê jî 2 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Siûd Mela girtin û nefîkirina serkirde û endamên partiya xwe ji aliyê ";asayişa PYDê"; ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku bi her awayî be ewê her vegerin Rojavayê Kurdistanê. + +Siûd Mela ku ji roja 9ê gulanê ve li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de asê mabû û bi gotina wî ";asayişa PYDê nehişt ew vegere";, niha li Başûrê Kurdistanê ye û di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re peyamek ji berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re şand. + +Siûd Mela derbarê girtina û nefîkirina 3 serkirde û endamekî PDK-Sê de bo Başûrê Kurdistanê ku şeva borî ji Rojava hatine derkirin, ragihand ku ";ev kar bi ti awayekî xizmeta doza kurdî nake û bi tenê dikeve xizmeta rejîma Sûriyê û dijminên Kurdan de";. + +Sekreterê PDK-Sê bang li PYDê kir ku sînorekî ji van kar û kiryaran re dane û got ku ";bi van karan, PYDê wê berî her kesî bacê bide, bi nefîkirin û koçkirina xelkê, herêma Kurdî tê firotin";. + +Derbarê vegera xwe bo Rojavayê Kurdistanê de, Siûd Mela ji Rûdawê re got ku ";ew hatiye Başûrê Kurdistanê ji bo ji vir derbasî Rojava bibe"; û tekîd kir ku ";ew û hevalên xwe yên nefîkirî wê vegerin Rojava û bila bên girtin û têkevin zindanê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê destpêkir. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî saet 11.30ê nîvor destpêkir. + +Di civîna îro de wê amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Iraqê derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û awayê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de were gotûbêjkirin. + +Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Ednan Muftî û Erselan Bayiz pêk tê. + +Şanda Tevgera Gorran ji Celal Cewher û Mihemed Hacî pêk tê. + +Şanda Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji Saîd Elî Ebo û Rêbwar Seyid Gul pêk tê. + +Şanda Komela Îslamî ya Kurdistanê ji Elî Bapîr û Bîlal Silêman pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro saet 10ê sibehê civiya û dê bûyerên girtin û dûrxistina serkirde û endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) gotûbêj bike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna ENKSê li bajarê Qamişlo saet 10 destpêkir û wê heta saet 1ê piştî nîvor berdewam bike. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku civîna wan ya îro asayî û normal e, lê wê pirsên herî girîng û di nav de jî bûyerên girtin û nefîkirina serkirde û endamên PDK-Sê bên guftûgokirin. + +Yûsif diyar kir ku bihêzkirina karê ENKSê û aktîvkirina encûmenên xwecihî û komîteyên hundir û derve yên ENKSê wê yek ji mijarên civînê be. + +Yûsif herwiha diyar kir ku wê li ser têkiliyên her du encûmenan jî bê rawestandin û got ku rêkeftina Hewlêrê ya ku li ser bingeha wê Desteya Bilind a Kurd (DBK) hatibû avakirin, ";bingeha herî baş e ji bo lihevkirina her du encûmenan";. + +Derbarê berpirsyariya girtin û nefîkirina endamên PDKSê de, Yûsif got ku ";wan ti alî rasterast heta niha tometbar nekiriye,lê li gorî dawîtirîn daxuyaniya ENKSê, karên wiha li ser destê asayişa ser bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hatine kirin";. + +Heta niha 4 serkirde û endamekî PDK-Sê ji Rojavayê Kurdistanê hatine dûrkirin û berpirsên wê partiyê dibêjin ku ";ew ji aliyê asayişa PYDê ve hatine nefîkirin";. + +Duhok (Rûdaw)- Her çar endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) yên ku şeva borî ji Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hatin derkirin, dibêjin ku ew ji aliyê ";çekdarên PYDê ve hatine girtine û pişt re nefîkirin";. + +Her yek ji endamên polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî û Nafih Beyro, endamê komîteya navendî Mihemed Seidûn û endamê komîteya herêmî Elî Îbrahîm li navçeya Şilikiyê, li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî zindî tevlî bultena Nîwroj a Rûdawê bûn û derbarê awayê girtin û derkirina xwe de kirin. + +Mihemed Seidûn got ku ";dora saet 10 şevê, çekdarên ku kur û keç bûn, bi 5 otombîlan avêtin ser mala wî û ew pêxwas girtin û anîn ser sînor û nefîkirin";. + +Seidûn tekîd kir ku ew çekdar ";ên PYDê ne ji ber ku berî nefîkirinê ew anîne mexfera Girbalat a ku di bin kontrola PYDê de ye";. + +Seidûn aşkere kir ku ";çekdaran ji hevalên wî re gotine ku hûn nikarin vegerin Rojava heta ku partiya we rûxsetê ji PYDê bixwaze";. + +Duhok (Rûdaw)- Li gundê Keranê li nêzîk nahiyeya Feydiyê li parêzgeha Duhokê, di bûyerekê de zêdetirî 500 donim erdê ku genim tê de hatibû çandin, şewitî. + +Bi vê yekê jî keda cotkaran a vê salê vala çû, lê ew hêvî dikin ku saziyên peywendîdar nehêlin bûyerên wiha carek din biqewimin. + +Heta niha sedema vêketina agir diyar nebûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand ku aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê. + +Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Roj Nûrî Şaweys ku cîgirê serokwezîrê Iraqê ye, derbarê civînê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di civînê de biryar hat dayîn ku aliyên Kurd bi yek tîmê biçin Bexdayê ji bo ku danûstandinan derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de derbarê diyarkirina paşeroja têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de biryara referandomê hat dayîn. + +Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku di civînê de beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de biryara encamdana referandoma li Başûrê Kurdistanê hat dayîn, daku hemwelatiyên Başûr biryar li ser çarenivîsa têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê bidin. + +Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand ku aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê. + +Wan (Rûdaw) - Komek çalakvan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li dijî bidarvekirina çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê, li ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê dest bi gireva birçîbûnê kirin. + +li gorî nûçeya DÎHAyê, Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan li Tirkiyê (TUHAD-FED), ji bo balê bikşîne ser biryara darvekirinê ya ji aliyê Îranê ya derbarê 59 çalakvanên kurd her wiha şermezarkirina trajediya Somayê, li Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê navbera Îran û Tirkiyê, ku dikeve navçeya Serayê ya Wanê, meş li dar xist û konê nobet veda. + +Di meşê de hevparên TUHAD-FED'ê yên Mûş, Bazîd, Gever, Amed û Wanê, Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk, Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. + +Girseya ku ber bi sînorê Îranê ve meşiya, pankartên mîna "Qatîl Îran dê hesabê bide", "Komara îslam na komar darvekirinê", "Qeza na, qeder na komkujî! em êşa gelê Soma parve dikin" vekirin û sloganên "Bijî berxwedana zîndana", "Bijî Serok Apo" û "Qatîl Îran dê hesabê bide" berz kirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat. + +Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker bi zaravayê Kirmanckî ya kurdî axivî û diyar kir ku ew ji bo siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê dardakirinê girtin çalakiyê dikin. Teker, anî ziman ku Dewleta Îranê derheqê 59 siyasetmedarên kurd de cezayê darvekirinê da. Teker, da zanîn ku divê hemû kes bertekan nîşanî zilam dewleta Îranê bide. + +Aysel Tugluk jî wiha got: "Em ji bo şermezarkirina biryara darvekirina 59 siyasetmedarên kurd a ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin dayîn, li vir in. Komara Îslamî ya Îranê bi eslê xwe Komara Darvekirin a Îranê ye." + +Tugluk, xwest ku Îran dest ji biryara darvekirinê berbide û wiha axivî: "Mixabin dema mijar bû darvekirinên Misirê cihan rabûn serpiyan lê dema mijar bû kurd hemû kes bêdeng ma. Li Îranê di bin navê hiqûqa îslamî de mirov tên qetilkirin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em li vir careke din Îranê hişyar dikin. Demildest dest ji van pêkanînan berdin." Tugluk, da zanîn ku heke Îran darvekirinan berdewam bike û agirbesta PJAK'ê binpê bike ew dê têkoşîna xwe bilind bikin. + +Serokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUYAD-DER) şaxê Wanê Ahmet Aygun jî diyar kir ku ji sala 2011'an heya niha PJAK di pozîsyona agirbestê de ye û ji şertên agirbest yek rawestandina darvekirinbû û Îranê ev yek binpêkir û wiha got: "Rêveberiya Tahranê li dijî kurdan polîtîkayên darvekirinê xistin dewreyê girêdayî geşedanên heremê ye." Aygun, da zanin ku jı bo êşa karkerên jiyana xwe ji dest dan parve bikin dê 3 rojan li vir çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin. +Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat û girse careke din vegeriya ber kon û dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya ji 3 rojan pêk tê kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bavê Beşîr Mecîd Mûsa, welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê ku asayişa PYDê wî bi encamdana teqîna roja 9ê gulan li bajarokê Tirbespiyê tometbar dike, got ku hêzên asayişa PYD bi zorê û di bin eşkenceyê zaniyarî ji kurê wî standine û da zanîn ku berî niha hewla kuştina kurê wî hatibû dayîn. +Roja 9ê Gulanê teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tikrbsepiyê çêbû û di teqînê de endamekî PYDê bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe jidest da û endamekî din ê heman patryiê bi navê Casim Ebdullah birîndar bû. +Mala ku teqîn tê de hatiye encamdan bi kirê di dest Beşîr Mecîd Mûsa de bû, ku ew jî endamekî PDK-Sê ye û bi xwe ji gundê Girê Pirê, nêzîk Tirbsepiyê ye û ji roja teqînê de ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin û heta niha li cem wan e. +Medyay ser bi PYD ve dîmeneke vîdyoyî belavkiriye ku tê de dibêje ku ew îtîrafên Beşîr Mecîd Mûsa ne. +Bavê Beşîr, Mecîd Mûsa derbarê wan îtîrafatên ku ji kurê wî hatine standin dibêje: ";Ew îtîraf di bin îşkence û bi zorê ji kurê min hatine standin";. +Mecîd Mûsa herwiha red kir ku ti têkiliya kurê wî bi vê teqînê ve hebe û got ku kurê wî bi tenê kadirekî siyasî yê PDK-Sê ye. +Mûsa diyar kir ku ";Roja teqînê, ne Beşîr û ne jî hevjîna wî li nav malê bûn û bi serdanekê li cem mala pismamê xwe bûn ku tenê yek cade ji mala wî dûr e."; +Bavê Beşîr herwiha got ";Berî du mehan hêzek ji asayişa PYD avêtin ser mala wan li Girê Pirê û gotin ku Beşîr çekdaran li xwe dihewîne û wan perewrde dike. Hêzên asayişê mala me teftîş kirin lê dema tiştek nedîtin, ew ji malê derketin û wê demê jî Beşîr bi xwe ne li malê bû. Lewma ev senaryoya teqînê ji aliyê PYDê ve hatiye çêkirin daku kurê min bigirin";. +Mecîd Mûsa aşkere kir ku berî niha hewla kuştina kurê wî hatibû dayîn û got: ";Berî niha li ser rêya Tirbespiyê-Girê Pirê dema ku Beşîr li ser motorê xwe dihat mal, çekdarên nenas gule berdane wî lê ew ji hewla kuştinê filitî";. +Bavê Beşîr da zanîn jî ku berî teqîna 9ê Gulanê li Tirbespiyê ";Kesên nenas kaxezek li ser motorê Beşîr danîbûn û jê re nivîsandibûn ku êdî nabê ku ew karê siysî bike û eger bike ewê wî bikujin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku civîna îro ya Barzanî bi serok û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serok û nûnerên partiyên siyasî re ku li devera Pîrmamê ya Hewlêrê hat lidarxistin, daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya wê saziyê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku di civînê de hatiye xwestin hikûmeta nû di demek herî kurt de were ragihandin her wiha ji Komîsyona Hilbijartinan jî hatiye xwestin ku di demek herî zû de encamên hilbijartinan eşkere bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de li ser van xalan gotûbêj hatiye kirin û tekestî li ser hatiye kirin: + +*Yekhelwestî û yekgotariya Kurdistanî li hember her bûyer û pêşhatên Iraqê û lîstina roleke mezin bo kurd û rêbertiya kurd + +*Aktîfkirina danûstandinê bi hemû hêz û aliyên iraqî re, bo baştirkirina rewşa Iraqê û çareserkirina arîşe û tengasiyên ku di encama siyaseta xelet de hatine pêş + +*Parastina yekgirtîbûna hêzên kurdî bo pêkanîna daxwaziyên destûrî ku heta niha asê mane û ev yek di çarçoveya sîstemeke demokratîk û federal de bê kirin, her wiha nehîştina astengên li hember demokrasî û şirîkatiya niştimanî + +*Civînê ji Komsîyona Hilbijartinan xwest di demek zû de encamên hilbijartinan eşkere bike û zelaî û pakiyê biparêze + +*Danîna mekanîzm û bernameyek vekirî ku tîma danûstankar bikaribe li gorî wê tevlî hevdîtinên pêkanîna hikûmetê Iraqê be + +Li gorî daxuyaniyê, di civîna îro de serok û nûnerên PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî ya Kurdistanê-Iraq, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê beşdar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar, diyar kir ku YNK dê sibê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku pişka wê ye, destnîşan bike. + +YNK û Komela Îslamî ya Kurdistanê, îro danê êvarê li Hewlêrê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyan. + +Civîn li avahiya giştî ya Komelê hat kirin û şanda YNKê ji Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar, endamên Polîtburoyê Erselan Bayîz û Rizgar elî her wiha endamê serkirdetiya YNKê Xalid Şivanî pêk dihatin. + +Şanda Komela Îslamî jî ji Emîrê Komelê Elî Bapîr, endamên polîtburoyê Bîlal Silêman û Ebdusetar Mecîd pêk dihatin. + +Piştî civînê, Mela Bextiyar ji Rûdawê re got, YNK dê sibê (18ê Gulanê) cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan bike. + +Heta niha yên herî zêde şansê wan bo wergirtina posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê heye, endamê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan û kurê Talebanî, Qubad Talebanî ye lê li gorî berpirsekî YNKê, piraniya endamên polîtburoya YNKê dixwazin Qubad Talebanî bibe cîgirê serokwezîr. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serokatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Seyîd Gul, diyar kir ku di civîna îro ya Barzanî de digel partiyên siyasî biryar hatiye dayîn, eger Malikî cardin bibe namzedê serokwezîriya Iraqê wê demê Herêma Kurdistanê dê veqetîna ji Iraqê bixe rojeva xwe. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro bi serok û nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya. + +Li bara naveroka civînê, endamê serokatiya Yekgirtû Rêbwar Seyîd Gul, ji Rûdawê re got, di civînê de hat gotin ku eger Malikî bo cara sêyem bibe namzedê serokwezîriya Iraqê Herêma Kurdistanê dê qebûl neke û dê li Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî yên Kurdistanê referandomê li ser veqetîna Herêma Kurdistanê ji Iraqê bike. + +Rêbwar Seyîd Gul, ku beşdarî civînê bibû, da zanîn, di civînê de her wiha biryar hat dayîn komîteyek hevbeş pêk were û li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê bi hemû hêz û aliyên Iraqî re danûstandinê bike. + +Wî rayedarê Yekgirtû eşkere kir ku ew komîte dê di nav çend rojên din de were avakirin her wiha tekeztî li ser wê hat kirin ku posta serokomarê Iraqê pişka kurd e. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Mela û pêşnimêjê bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwest, hewlên zêdetir bidin da ku kîmyabarana Helebcê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve were tomarkirin û pejirandin. + +Li gorî ajansa Mehrnewsê ya îranî, îro komek ji welatiyên Başûrê Kurdistanê ku piranî xelkê bajarê Helebcê bûn, serdana goristana xizm û mirovên xwe kirin ku di encama kîmyabarana Helebcê de jiyana xwe ji dest dabûn. + +Li gorî nûçeyê, wan malbatên Helebceyî beriya ku serdana goristana xizm û mirovên xwe bikin bi mela û pêşnimêjê bajêr mela Qadir Qadirî kirin û pê re rûniştin. + +Di hevdîtinê de mela Qadir hevxemiya xwe bo wan malbatan nîşan da û got, di dema kîmyabarana Helebcê ji aliyê rêjîma Beis a Iaqê ve xelkê bajarê Pawe û parêzgeha Kirmaşanê alîkariya xelkê Helecê kirin, îro dîsa jî em bi wan birayên xwe re peyama dostaniyê girêdidin. + +Mela Qadir Qadirî, anî ziman ku dîrokê nîşan daye ku xelkê devera Hewran li aliyê sînorê her du welatan her dem alîkariya hev kirine û ji hev re bûne sitar. + +Pêşnimêjê Pawê gazinde ji xelkê Helecê kir ku xebat û alîkariyên bajarê Pawe û devera Hewraman di çêkirina Monomênta Helebcê de jibîr kirine û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê jî xwest, hewlên zêdetir bidin da ku NY kîmyabarana Helebcê bi fermî qebûl bike. + +Tê zanîn, di encama karesta kîmyabarana Helebcê de ku roja 16ê Adara 1988an ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve pêk hat, herî kêm 5 hezar kes mirin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, ew karkerên ku çend roj berê li ser sînorê Başûr û Bakûr ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn revandin, hatin berdan. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, gerîlayên PKKê ew 9 karkerên ku li gundekî parêzgeha Şirnexê li ser sînorê Başûr û Bakûr mijûlî çêkirina qereqolê bûn, çend roj berê revandibûn. + +Li gorî agahiyan, ew 9 karker îro danê êvarê li nêzîkî cihê ku jê hatibûn revandin, hatin berdan. + +Hat zanîn, îfadeyan wan karkeran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye wergirtin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro saet 10ê sibehê civînên xwe yên ku duh destpêkiribûn berdewam dike û derbarê çend mijaran de wê biryarê bide. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînên duh de çend pêşnyar derbarê rewşên cuda de hatibûn pêşkêşkirin û komîteyek ji bo darijandina van pêşiyaran hat damezirandin. + +Meşayix diyar kir ku îro dê biryar derbarê wan pêşnyarên ku hemû alî li ser wan li hev bikin de bên standin. + +Derbarê mijarên sereke de, Meşayix da zanîn ku aktîvkirina ENKSê, pêwendiya ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û kampîna girtin û dûrxistina endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) xalên sereke yên civînê ne. + +Li ser pêwendiya ligel hevpeymaniya opozîsyonê, Meşayix got ku hevpeymanî ji hinek xalên rêkeftina hevbeş vegeriya ye, mîna bikaranîna navê Komara Erebî ya Sûriyê, bêparkirina herêmên Kurd ji alîkariyên mirovahî û piştguhxistina pirsa kurdî di hevdîtinên herêmî û navdewletî de. + +Derbarê girtin û derkirina endamên PDK-Sê de Meşayix got ku ewê hevdîtinan ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêk bînin û herwiha hemû rêyên aştiyane ji bo rawestandina van kampînan bigrin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro serê sibehê bombeyeke vedayî li taxa Kornîş li nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya, lê ti ziyanên wê yên canî tine bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku bombe li ber stûnekî elektrîkê li hember mala endamê komîteya têkiliyên dîpolmasî ya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Ebilkerîm Omer li taxa Kornîşê hatibû danîn û îro saet 8.30 teqiya. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku ziyanên teqînê bi tenê madî bûn û ti ziyanên wê yên canî tine bûn. + +Roja 8ê meha sibatê ya borî li heman cihî bombeyek teqiyabû û di encam de hemwelatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da. + +Di 30ê tîrmeha sala 2013yan de, endamê komîteya têkiliyên dîpolmasî ya TEV-DEMê Îsa Hiso di encama teqîna bombeyeke ku li nav otombîla wî li taxa Kornîş hatibû danîn, jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji beşdarên civîna serokê Herêma Kurdistanê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ragihand ku di civînê de biryar li ser avakirina komîteya danûstandinên ligel Bexdayê hat dayîn. + +Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de her partiyekê nûnerê xwe di komîteya danûstandinên ligel Bexdayê de destnîşan kir. + +Mehmûd got ku ew komîte rasterast girêdayî serokatiya Herêma Kurdistanê ye û dê serdana Bexdayê bike û ligel hêzên siyasî yên Iraqê danûstandinan bike. + +Mihemed Hacî Mehmûd navên endamên wê komîteyê ji Rûdawê re aşkere kirin ku ew jî pêktên ji: + +Nûnerê PDKê Roj Nûrî Şaweys, nûnerê YNKê Fûad Mehsûm, nûnerê Komela Îslamî Bîlal Silêman, nûnerê partiyên Komonîst û Sosyal Demokrat û Zehmetkêşan Kawe Mehmûd. + +Herwiha wê nûnerê Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamî jî di komîteyê de hebin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê desteya rêveberir a polîtbrîoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar ragihand ku ew posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê wernagire û dê karê xwe yê partiyê berdewam bike. + +Ofîsa rojnamegeriya Mela Bextyar daxuyaniyek derxist û tê de ew nûçe red kirin ku dibêjin Mela Bextyar dê li şûna Kosret Resûl Elî bibe cîgirê serokê Herêma Kurdistanê. + +Mela Bextyar di daxuyaniyê de hêvî dike ku YNKê posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bispêre kesekî din. + +Biryar e ligel avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, YNKê kesekî din ji bo posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê destnîşan bike, ji ber ku Kosret Resl Elî yê ku niha di wê postê de ye, ji ber rewşa tenduristiyê nikare berdewam bike. + +Efrîn (Rûdaw)- Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çalakvanekî Kurd ji aliyê grûpeke çekdaran ve hate revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh şemiyê dora saet 10ê şevê, 5 çekdarên ku serûçavê xwe nuxumandibûn, bi otombêleke reng spî çalakvanê Kurd Selah Elo revandin. + +Selah Elo yê 24 salî, li nêzîk yarîgeha Efrînê demjimêr 10ê şevê hat revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, dayik û birayê Selah îro sibehê serdana navenda asayîşa Efrînê ku bi ser PYDê vet ê naskirin, kirin daku çarenivîsa kurê xwe bizanin, lê asayişê ji wan re gotiye haya wan jê tine ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku yek ji rêxisitnên PYDê ye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wê yekê tometbar dike ku destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê û dibêje ";ewê Rojava ji bo wan kesê dixwazin destêwerdanê bikin bixe Vêtnama duyem";. + +Desteya rêveber a TEV-DEMê daxuyaniyek derxist û tê de behsa teqîna ku roja 9ê gulanê li nav malekê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û di encam de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da kir û wek pilana dezgeha parastinê ya PDKê da zanîn û got ku ";îstixbarat û grûpên taybet ên PDKê destê wan di hemû bûyerên Rojava de heye";. + +Lê belê Ajansa Parastinê ya Herêma Kurdistanê roja 15ê gulanê di daxuyaniyekê de ew tomet red kirin û PYDê bi wê yekê tometbar kir ku ";wê bi xwe ew teqîn pêkaniya daku endamekî xwe ji nav bibe û bike hênceteke ji bo girtina çalakvan û siyastemedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê";. + +TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku pêwîste erka xwe ya neteweyî pêk bîne û helwesta xwe li hember van destêwerdan û karên li dijî xelkê Rojava tên kirin, diyar bike. Herwiha bang li hêzên Kurdistanê kir ku hêza xwe bikin yek û rê li ber ";destêwerdana PDKê li Rojavayê Kurdistanê bigirin";. + +Di daxuyaniyê de TEV-DEMê bang li PDKê kir ku ";dest ji kiryarên xwe yên li dijî xelkê Rojava û hewldanên wan ku şerekî navxweyî li Rojava derbixe berdin";. + +TEV-DEMê hişyarî da û got ku ";bila her kes baş bizane ku ewê heta deqeya dawî bi hemû derfetên xwe parastina destkeftên gelê xwe ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin";. + +Desteya rêveber a TEV-DEMê di dawiya daxuyaniya xwe de car din hişyarî da û tekîd kir ku ";bila hemû planger baş bizanin ku Rojava li ser serê kesên destwerdanê dikin dê bibe Vêtnama duyemîn";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wê yekê tometbar kir ku zarokan tevlî refên xwe dike û wan dike çekdar . + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de hatiye gotin ku YPG û asayişê di çend roj û heftiyên borî de çend çalakvanên Kurd û serkirdeyên partiyên Kurdî girtine, hinek ji wan hatine berdan û yên din heta niha girtî ne. + +Rewangeha Sûriyê, YPG û asayiş bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan re ye tevlî refên xwe dike. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê daxwaz ji rêveberiya xweseriya demokratîk ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, kir ku binpêkirina mafên mirovan rawesîtin û hemû girtiyên nêrînê serbest berde û yên tawanbar jî radestê dadgehên serbixew bike. + +Rêxistinê herwiha daxwaz ji YPG û asayişê kir ku hemû zarokan ji nav refên xwe derbixin, ji ber ku tevlîkirina wan li dijî yasayên navdewletî ye. + +Ev ne cara yekem e ku rêxistinên mafên Mirovan, YPGê û asayiş bi wê yekê têne tometbar dikin ku zarokan tevlî refên xwe dike û wan wek çekdar bi kar tînin, lê fermandarên YPGê çend caran ev tomet red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê, rêxistinek îslamî ya nû bi navê ";Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê"; hebûna xwe ragihand. Wê rêxistinê erka xwe wek ";li her derî parastina heybeta îslamê"; daye nasandin. Asayişa Hewlêrê jî dibêje, ew rê nadin wan rêxistinên ku mohleta wan a fermî tine, çalakiyan bikin. + +Li Herêma Kurdistanê rêxistina îslamî ya bi navê Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê, di belavokekê de ragihandiye, ew dê heybet û hebûna îslamê li her derê Başûrê Kurdistanê biparêzin, eger pêwîst dê ji bo vê yekê ";cîhadê"; jî bikar bînin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de bi tundî rexne li partiyên îslamî yên Başûr tê girtin û wiha tê gotin: ";Partiyên îslamî wiqasî ketine derdê deng û hilbijartin û kursî û berjewendiyên xwe, nîvê wê yekê nakevin derdê parastina heybet, dîrok û kerameta îslam û musilmanan."; + +Wê rêxistinê partiyên îslamî yên Başûr bi vê yekê tohmetbar kiriye ku pîvana herî bingehîn a îslamî ku ";cîhad û parastina îslam û heybeta îslamê"; ye jibîr kirine. + +Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, her grûp û rêxistina ku tê avakirin divê mohleta xwe ya fermî ji Wezareta Navxwe bistîne ji ber ku eger mohleta fermî nestîne em nahêlin ti çalakiyekî li dar bixe. + +Tariq Nûrî, li ser rêxistina nû ya îslamî jî got, emê li ser vê rêxistinê lêkolîn bikin û çi pêwîst bike emê bikin. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), kurê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku Alîkarê Serokê Nêçîrvan Barzanî ji vê yekê re hatiye erkdarkirin, destnîşan kir. + +Di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibilî çend wezaretan posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî bûne para YNKê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, endamên Polîtburoya YNKê di civîna îro de ku li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, kurê Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kirin. + +Li gorî daxuyaniya polîtburoya YNKê, Qubad Talebanî bi şêwazê ";lihevhatinê"; (tewafuq) hatiye destnîşankirin. + +Di lîteratora siyasî de, tewafuq tê wê wateyê ku Qubad Talebanî nekariye piştevaniya piraniya endamên polîtburoya YNKê bidest bixe lê ";li hember hinek tiştan"; rizamendî li ser vê yekê hatiye nîşandan. + +Qubad Talebanî, roja 21ê Tîrmeha 1977an li paytexta Sûriyê, Şamê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî di nav xebata pêşmerge û rizgariya Kurdistanê de bû, Qubad piraniya jiyana xwe li derveyî welêt û li ba kalkê xwe Îbrahîm Ehmed derbas kiriye. + +Qubad Talebanî, bekaloriya mekanîkê li zanîngeha Kîngstonê ya Brîtanyayê xwendiye. Sala 2000 heta 2004an li Amerîka wek alîkarê nûnerê YNKê Dr. Berhem Salih kar kiriye û ji sala 2004an heta 2006an jî wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê kar kiriye. + +Di kabîneya heftem a Herêma Kurdistanê de wek serokê fermangeha hemahengiyê ya navbera hikûmet û parlamentoyê de kar kiriye. + +Ji aliyekî din, li gorî agahiyên Rûdawê, parlamenterê YNKê Goran Azad jî wek cîgirê serokê parlamentoyê hat destnîşankirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li navenda bajarê Dêrsîmê damezrînerê TKP/MLê Îbrahîm Kaypakkaya di 41emîn salvegera mirina wî de hat bîranîn. +Îro, danê êvarê, li navenda Dêrsîmê Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) bi boneya mirina damezrînerê Îbrahîm Kaypakkaya xwepêşandan û çalakiyeke bîranînê li dar xist. Xwepêşandana ku li Kolana Hunerê dest pê kir, li Meydana Seyîd Riza bi dawî bû. + +Di daxuyaniya bîranînê de hat gotin ku 'Cara yekem li Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya wekî sosyalîstekî, analîza Kemalîzmê kiriye û mafê çarenivîsa netewa Kurd parastiye'. +Herwiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku 'xwedîderketina Kaypakkaya, xwedîderketina karesata Somayê ye jî'. +Ji bo balkişandina ser bûyera li navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê qewimî, hinek çalakger bi kaskên karkerên kanzayên komirê tevlî çalakiya bîranîna Kaypakkaya bûn. +Îbrahîm Kaypakkaya damezrînerê Partiya Komînîst a Tirkiyê ya Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) e. Di sala 1949an de li bajarê Çorûmê ji dayîk bûye. Di Çileyê sala 1973yan de li navçeya Çemîşgezek a ser bi Dêrsîmê di pevçûnek çekdarî de birîndar tê girtin. Di 18ê Gulana heman salê de di Girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi tundî rexne li siyaseta Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hember kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet derkirin û girtina endam û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) kir û ragihand, siyaseta PYDê jibilî metirsî û paşerojek tarî ti xêra wê ji kurdan re tine. +Polîtburoya PDKê, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, li hember girtin û derkirina endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên PYDê ve bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, PYDê li Rojavayê Kurdistanê her tişt xistiye zeft kiriye û bi awayekî bêşermane dijberiya hêzên siyasî dike. +Di daxuyaniya PDKê de hatiye gotin ku ji ber siyaseta dîktatorane û nerewa ya PYDê, li şûna ku Rojava bibe mînakek serkeftî ya kurdan di xwerêvebirineke demokratîk de lê ji deverên din bin kontrola rêjîma Sûriyê de jî xirabtir bûye û bûye cihê qorixkarî û serkutkirina azadiya siyasî. +Di daxuyaniya PDKê wiha hatiye gotin: ";Ev siyaseta PYDê ya kirêt êdî modêla wê jî nemaye lewma divê dest ji vê siyasetê berde û xwe bi ser gelê kurd de nesepîne çimkî ev siyaset tenê zirarê dide gelê Rojava. Em wek PDK hevxemî û hevderdiya xwe ji xûşk û birayên kurd ên Rojava û xebatgerên PDK-Sê re nîşan didin û bi tundî jî girtin û derkirina endamên wê partiyê şermezar dikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hevkariya şandeke bilind gihîşte paytexta Brîtaniya, Londonê û birayre ligel rayedarên wî welatî bicive. + +Li gor daxuyaniyekek Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wê îro, Duşem, ligel hejmarek wezîr û berpirsên hikûmeta Brîtaniya bicive. + +Herwiha ligor wê daxuyaniyê, dê di van hevdîtinan de têkiliyên navbera Hewlê û Londonê de di warên bazirganî, aborî, alîkariya di warê enerjiyê de û çawanya pêşvebirina van têkiliyan, bên gotûbêj kirin. + +Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du rojan dirêj dike, şanda ligel jî ji van berpirsan pêkhatiye: Wezîrê Çavkaniyên Sirûtşî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê Kameran Ehmed, Serokê Desteya Weberhênanê bi wekaletk Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya hikûmetê Felah Mistefa û hejmarek ji şêwirmendan. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê ragihand ku ew dê îro, Duşemê, demjimêr 16:00 bi dema Iraqê encamên fermî yên hilbijartinêna Parlamentoiya Iraqê, ku di 30ê Nîsanê de birveçûne, ragihîne. + +Lê rojnamevan Arif Qurbanî li ser rûpela xwe taybet li ser Facebookê rêjeya kursiyên Kurd, Ereb û Turkmenan li Kerûkê û navê kandîdên serkeftî belav kirine, li gor ku wî belvkirye, encam bi vî awayî ne: + +Kurd 8 kursî + +Ereb 2 kursî + +Turkmen 2 kursî + +Ji nava her 8 kursiyên Kurdan jî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 6 kursî birine û Partiya demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî bidest xistine, navê kanîdên serkeftî jî evin: + +Kandîdên YNK: + +Necmedîn Kerîm + +Rêbwar Asayiş + +Hemesur Duşîwanî + +Ala Talebanî + +Bêstun Zengene + +Leyla Elî + +Ji ber ku dê Necmedîn Kerîm xwe vekişîne, dê Felah Salih şûna wî bigire. + +Kandîdên PDK: + +Şaxewan Deloyî û Amîre + +Kandîdên Ereban: + +Xalid Mihemed Elwaî û Xalid Temîmî + +Kandîdên Turkmenan: + +Hesen Toran û Erşed Salihî + + +Herwlêr (Rûdaw)- Berdevkê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, li derveyî welta, Xelef Dahud dilgiraniya xwe li himber binpêkirina mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYD ve anî ziman. + +Xelef Dahud, di daxuyaniyekê de bo ajansa AKI ya Italî ragihand ku hin rêxistin amaje dikin ku li navçeyên Rêvebeviya Xwesriya Demokratî, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê hatiye avakirin, ji aliyê asayişê ve tên kirin, din nav wan binpêkirinan de jî girtina çalakvan û serkirdeyan ji partiyên Kurdî bi awayekî nerewa û avêtin li ser xaniyên hemwelatiyman bi awayekî neyasayî û dilgiranî û mixabiniya xwe ji van karan anî ziman. + +Dahud daxwaz ji Rêveberiya Xweseriya Demokrataîk kir ku ";Pêwîste rêz li rêkeftin û belgehên mafên mirovan bigire, yên ku di Girêbesta Civakî de soz dabû ku rêz li wan bigire û bêgirî wan bibe, herwiha demlidset girtiyên nêrînê serbest berde, eger hebin."; + +Navhatî got ku pêwîste berpirsên wê rêveberê ";Rêxistinên mafên mirovan vexwîne bo serdana deverên rêveberiyê bike, da çavekî li rewşa mafên mirovan tê de bide."; + +Herwiha Berdevkê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, li derveyî welat, nerihetiya xwe ji zaniyariyên Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê derbarê mçekdarkirina zarokan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PYD ye, anî ziman û got ku ";Ev binpêkirineke tunde ji yasya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî re";, herwiha daxwaza kir ku ";Demlidest ev kar bên rawestanin û zarokan ji vê hêzên dûrbixin."; + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de hatiye gotin ku YPG û asayişê di çend roj û heftiyên borî de çend çalakvanên Kurd û serkirdeyên partiyên Kurdî girtine, hinek ji wan hatine berdan û yên din heta niha girtî ne. + +Rewangeha Sûriyê, YPG û asayiş bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan re ye tevlî refên xwe dike. + + +Duhok (Rûdaw)- Li parêzgeha Duhokê û berûvajî parêzgehên din ên Başûrê Kurdistanê, rêjeya dengên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê zêde bûye. + +Di hilbijartinên 30ê nîsanê de, dengên Yekgirtû li parzêgeha Hewlêr û Silêmaniyê bi awayekî berçav kêm bûne, lê belê berûvajî wê, li Duhokê dengên wê zêde bûne. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de Yekgirtûya Îslamî li parêzgeha Duhokê nêzîkî 57 hezar deng bi dest xistin, lê di hilbijartinên 30ê nîsanê de ji bo encûmena parêzgehê 60 hezar deng û ji bo Parlamentoya Iraqê jî 86 hezar deng bi dest xistine. + +Li gor encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Yekgirtû li parêzgeha Duhokê ji koma 11 kursiyan 2 kursî bi dest xistin. + + +Bielefeld (Rûdaw)- Ji bo şermezarkirina bûyera kuştina 4 Kurdên Êzdî ku vê dawiyê ji aliyê çekdarên tundrew ve li parêzgeha Neynewayê hatin kuştin, Navenda Lalişê li bajarê Bielefeldê Almanya şîniyek ji bo wan vekir. + +Di şîniyê de hejmarek mal û komeleyên Êzdiyan ên Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn. + +Beşdarên Şîniyê kuştina her çar Êzdiyan li navçeya Rebîha ya girêdayî parêzgeha Neynewayê bi tundî şermezar kirin û xwestin ku karê cidî ji bo parastina Êzdiyan bê kirin. + +ل ناڤ سهنتهرێ باژێرێ دهۆكێ ل تاخێ مالتایێ 22 ساله سهد خێزان ل بن توتیا دژین، وهك ئهو دبێژن كو حكوومهت چارهسهریا بۆ وان نابینیت، قائمقامیا قهزا دهۆكێ ژی ل سهر ڤی بابهتی بهرههڤی نهبوو بهرسڤا گللهیێن وهلاتیان ب رێكا تۆڕا میدا روودو ژی بدهت. +*** +دبیت ب رەنگی ڤێرێ نە جهێ ژیارێ بیت لێ پتری 100 خێزانان دبن ڤان توتیادا دژین كو ددەمەكی دا جهێ ئاژەلی بوو، +ئەڤ خێزانە ئەڤە 22 سالە ژیارەكا سەخت دبەنە سەر ژ پیساتی و تەقن و توزێ هەروەكو ئەو دیار دكەن كەس پرسیارا حالێ وان ناكەن و د لیستا حكومەتێ دان ینن . +لێدوان\ پیرەمێرەك +ئەڤ خێزانە دیار دكە نكو چەندین جاران سەردانا ئالیێن پەیوەندیدار كریە یان قەرەبوو بكەن یان ژی رێ پێ بهێ دا جهێ خو ژ هولا بكەن خانی . +لێدوان\ زەلامەك +ژ ئالیەكێ دن ڤە قوتابیێن ل وان خانیان دژین نكارن قەستا قوتابخانەیان بكەن ژبەركو ژ ئالیێ ماموستایان ڤە دهێن دەركرن ژبەر پیسكرنا فوتابخانێ . +لێدوان\ژنەك +پشتی چاڤەرێكرنەكا زور ژ وەلاتیان كو بەرسڤا قائیمقامی بزانن، كا چاوان پرسیارێن وان بێ بەرسڤ ماینە هەلاویستی وەسان قائیمقامێ قەزا دهۆك رازی نەبوو ل سەر بابەتی بەرسڤا تورا میدیایا رووداو ژی بدەت. + + +Dirbêsî (Rûdaw)- Li bajarekî Kurdî yê bicûk ku bi dehê salane ji aliyê rejîmên desthilatdar li Sûriyê hatibû piştgukirin û çand û hunera Kurdî tê de qedexe bû, niha tê de mozexaneyeke hunerî ji aliyî hunermend Arşevîn Mîkayil ve tê vekirin. + +Bi vî karî, bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve nav nexşeya cîhani ya wan bajarên ku mozexaneyên hunerî tê de hatine vekirin. + +Hunermendê Kurd Arşevîn Mîkayil di sala 1965an de li bajare Dirbêsiyê ji dayik bûye û ev 15 salin ku dûrî welatê xwe li Ewropayê jiyana xwe dibe serî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê encamên hilbijartinên Paralmentoya Iraqê, ku roja 30 Nîsana borî birêve çûbûn, ragihandin. + +Li gor encamên ku ji aliyê komisyona hilbijartinan, li Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê bi vî awayî bûn: + +Parêzgeha Silêmaniyê, hejmara dengên rast 893.226 deng, hejmara kursiyan 18: + +Tevgera Gorranê: 347.799 deng, 7 kursî bidest xistine. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 294.265 deng, 6 kursî bidest xistine. + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 93.410 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Yekgirtûya Îsalamî ya Kurdistanê: 81.392 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 57.102 deng ku dike 1 kursî bidest xistiye. + +Li Parêzgeha Hewlêrê 744.489 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 15 kursî: + +PDK: 354.735 deng, 7 kursî bidest xistine. + +YNK: 186.688 deng, 4 kursî bidest xistine. + +Tevgera Gorranê: 107.095 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Komela Îslamî: 48 hezar deng, 2 kursî bidest xistine. + +Li parêzgeha Dihokê jî 490.452 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 11 kursî: + +PDK: 340.977 deng, 8 kursî bidest xistine. + +Yekgirtûya Îslamî: 84.446 deng, 2 kursî bidest xistine. + +YNK: 37.457 deng, 1 kursî bidest xistiye. + +Herwiha li Kerkûkê, ku yek ji li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, 570.759 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 12 kursî: + +YNK: 209.964 deng, 6 kursî. + +Eniya Turkmanî li Kerkûkê: 71 hezar deng, 2 kursî bidest xistine. + +PDK: 63,076 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Aliyên Ereb: 53.796 deng, 1 kursî. + +Herwiha li parêzgeha Mûsilê, 987.791 dengên rast hatin hejmartin, hejmara kursiyan 31 kursî: + +Lîsteya Mutehîdûn: 1363.938 deng, 12 kursî bidest xistine. + +Hevpeymaniya Kurdistanê: 158.804 deng, 6 kursî bidest xistine. + +Lîtseya Weteniye: 116.292, 4 kursî bidest xistine. + +Lîsteya Neynewa ya Niştimanî: 79.71 deng, 3 kursî bidest xistine. + +Lîsteya el-Erebiye: 74.654 deng, 3 kursî bidest xistine. + +YNK: 70.452 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Herwih li parêzgeha Diyala ji hejmara 14 kursiyan, lîsteya Aşitî ya Kurdistanê 61.807deng anîn ku dike 2 kursî. + +Êlih (Rûdaw) – Platforma Demokratên Kurd (PDK) li bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê şaxa xwe vekir û dest bi xebatên xwe yên siyasî û avakirina partiyeke siyasî kir. + +Li bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê û bi merasimekê Platforma Demokratên Kurd şaxa xwe vekir. + +Serokê Platformê Sertac Bûcak, di merasimê de axaftinek kir û got, em ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin… + +Platforma Demokratên Kurd, biryar daye di demek nêzîk de xwe wek partiyekê ragihîne û li ser rêça Mela Mistefa Barzanî bimeşe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hat eşkerekirin, hejmara kursiyên kurd li parêzgehên Kerkûk û Diyale zêde bûye. + +Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku îro hatin eşkerekirin, kurdan li parêzgeha Kerkûkê 8 kursî bidest xistine ku li gorî hilbijartinên 2009an 2 kursî zêde bûye. + +Lîsteya YNKê li Kerkûkê bi tena xwe 6 kursî bidest xistiye û bûye yekem, PDKê jî kariye 2 kursiyan bidest bîne, bi vî rengî kurdan ji 12 kursiyên parêzgehê 8 kursî bidest anîne. + +Li parêzgeha Diyale jî, Hevpeymaniya Aştî ya Kurdistanî kariye 2 kursiyan bibe û li gorî encamên hilbijartinên sala 2009an, kursiyek zêde bûye. + +Lê li parêzgeha Selahedînê kurdan nekarîne ti kursiyekê bidest bixin û li parêzgeha Mûsilê jî hejmara kursiyên kurdan kêm bûye. + +Li gorî encamên fermî, Hevpeymaniya Kurdistanî li parêzgeha Mûsilê ji 31 kursiyan 6 kursî qezenc kiriye û lîsteya YNKê jî 2 kursî bidest aniye. Vê carê jî pişka kota ya kurdên êzîdî ji dest kurdan çûye lê karîne pişka kota ya şebek û mesîhiyên parêzgehê bidest bînin. +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê bi awayên cuda li encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dinêrin. PDK nerazî ye lê Gorran razî ye. + +Encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê îro ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatin eşkerekirin. + +Berpirsê karûbarên hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran, li ser encamên hilbijartinan ji Rûdawê re got, em ji encamên hilbijartinan li Hewlêr, Mûsil û Diyale razî nînin ji ber wê jî divê li ser encamên van her sê parêzgehan komîsyon daxuyanî bide me. + +Xesro Goran, li ser deng û kursiyên PDKê li Hewlêrê jî got, encamên hilbijartinan li Hewlêrê ne li gorî şiyan û bendewariya me ye. + +Endamê navenda hilbijartinê yê Gorranê, Zimnako Celal ji Rûdawê re got, encamên ku hatin ragihandin nêzîkî encamên rastî ne, jixwe me berê hinek agahî li ser encamên hilbijartinan belav kiribû û yên ku îro hatine eşkerekirin dengên derveyî welêt jî hatine hesibandin. + +Kobanê (Rûdaw) - Ji bo vehewandina penaberên Ereb yên ku ji deverên cuda yên Sûriyê koçberî Kobanê bûne, kampek li gundê Mînaz ê Kobanê tê amadekirin. +Desteya karûbarên civakî ya kantona Kobanê kampeke nû li gundê Mînaz, ê ku ji aliyê rojhilat ve 3 kîlometran ji Kobanê dûr e, vedike. +Kampa nû li ser erdekî bi firehiya 10 hiktaran tê amadekirin û ji destpêkê ve komîteyên amadekar cihê 50 konan li ser erdê kampê rast kirin. +Tê zanîn ku gellek malbatên koçber li dibitanên Kobanê bicih bûne û tê payîn ku piştî avakirina kampê ew malbat bo kampa nû bên veguhestin. +Berî hefteyekê jî li gundê Hikmiyê yê Dêrikê kampek ji koçberên Ereb re hatibû vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyên ku li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin, ragihandin ku encamdana hilbijartinên serokatiya Sûriyê di vê qonaxê de ne biryareke rast û hekîm e. + +Rêveberiyên li her sê herêman ku kordînatoreke hevbeş ji xwe re ava kirine, daxuyaniyek derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryar e roja 3yê hezîranê bê kirin, derxistin. + +Di daxyaniyê de rêveberiyên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, bi awayekî aşkere ne gotin ku ew li dijî van hilbijartinane ku serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed û 2 kesên din rikberiyê li ser wê postê dikin. + +Berî niha hevserokê PYDê Salih Mislim di çend hevpeyvînên xwe de diyar kiribû ku tiştek bi navê hilbijartinan li Sûriyê tine ne û tekîd kiribû ku eger çend sindoq jî li navçeyên Qamişlo û Hesekê yên di kontrola hêzên rejîmê de, bêne danîn, wê Kurd tevlî van hilbijartinan nebin û dengê xwe bi kar neynin. + +Rêveberiyên her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev hilbijartin wê emrê krîza Sûriyê dirêjtir bike û kuştina sûriyan zêdetir bike, herwiha wê bibe sedema koçberiya hejmareke zêdetir a hemwelatiyên Sûriyê. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku encamdana hilbijartinên serokatiyê di vê qonaxa dijwar a ku Sûriyê tê de derbas dibe, wê ne biryareke rast û hekîm be û ji hemwelatiyên Sûriyê jî xwest ku kar ji bo rawestandina kuştinê bikin û çareseriyeke tewafuqî ji bo parşeroja Sûriyê bibînin û pişt re çêdibe ku hilbijartinên serokatiyê bên kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro Parlamentoya Kurdistanê civîneke li dar bixe û tê de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi nav bike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, parlamenterên Tevgera Gorranê wê deng nedin namezedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo posta cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî. + +Parlamenterên Gorranê derbarê vê yekê de ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku ";ji ber sextekariyên di hilbijartinan de li Silêmaniyê û herwiha ji ber ku parlamenterên YNKê deng nedan nazmedê Gorran ji bo serokatiya parlamentoyê, lewra ewê deng nedin Qubad Talebanî";. + +Civîna Parlamentoya Kurdistanê wê saet 11ê berî nîvro bê lidarxistin û tê de wê çend proje yasa bên xwendin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Berîtanya William Hague li hev civiyan û derbarê têkiliyên navbera her du aliyan de gotûbêj kirin. + +Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya şandekê li ser vexwendina wezîrê derve yê Berîtanya, roja yekşemê 18/5/2014 gihişte Londonê. + +Duh Nêçêrvan Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel William Hague civiya. Di civînê de Hague ev serdan wek rengvedanekê ji bo têkiliyên germ ê di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de da zanîn. + +Wezîrê derve yê Berîtanya got ku hikûmeta welatî wî dixwaze têkiliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike û pîrozbahî li serokwezîr Barzanî kir ji bo wan pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê bi dest hatine. + +Di civînê de rewşa Iraqê, proseya siyasî, hilbijartin, avakirina hikûmeta nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya beşdariya hemû aliyên Kurdistanê di hikûmetê de, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa mafên mirovan li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê û rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. + +Her di civînê de vekirina xetên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de hat behskirin. + + +د ھلبژارتنان دە ب ئاوایەکی بەردەوام ھەول تێ دایین دا کو سیستەما کۆتایێ ژ بۆ ژنان وەرە دانین ھەیا ژن ب ڤێ ریێ دەربازی ناڤەندێن بریاردایینێ ببن. سەدەما ڤێ ژی ئەڤە کو ژن نکارن د ھلبژارتنان دە ب سەرکەڤن و ببن پارلامەنتەر. لێ د ڤێ گەرا ھلبژارتنێن پارلامەنتۆیا ئیراقێ دە کو رۆژا 30 نیسانا ئیسال ھات کرن، ژ کۆما 328 کورسیان تەنێ 22 ژن ھەنە کو 5 ژ وان ژ ھەرێما کوردستانێ نە. + + +پشتی جڤینا ئالیێن سیاسی ب مەسعوود بارزانی سەرۆکێ ھەرێما کوردستانێ رە کو مژارا ئەنجامدایینا رەفراندۆمێ ل ھەرێما کوردستانێ دەرخستن ھۆلێ، ئێدی ئەڤ مژارا بوویە گۆتووبێژا ئالیێن سیاسی و ھەر ئالیەک ژی ب ئاوایەکی جودا بەھسا وێ دکە. کۆمیسیۆنا بلندا سەربخوەیا ھلبژارتنان ژی دبێژە ئەو ئامادە ننە کو ڤێ رەفراندۆمێ پێک بینن و د جڤینەکێ دە ژی ئەڤ یەک ژ بەشداربوویێن وێ رە راگھاندنە. + + +کوردێن خوەجهێن ئەلمانیا بۆچوونێن خوە دەربارەی رێفراندۆمێ دبێژن +دەرئەنجامێن هەلبژارتنێن پەرلەمانێ عیراقێ یێن رەڤەندا کوردستانێ د وێ دەنگدانێدا بەشداربووی، پشتی دیاربوونا سەنگ کوردان و هەژمارا کورسیێن پارتیێن کوردستانی رەڤەندا کوردی ل ئەلمانیا بۆچوونێن خوە دەربارەی ئەگەرێن ئەنجامدانا رێفراندۆمێ دئینن زمان و ژ ئەزموونا کارکرنا ژ سالا ٢٠٠٤ێ یا کوردان ل گەل حکوومەتا عیراقێ و ئەنجامێن وان دلخوەش نینن. +لێدوان + +نادر دۆغاتی ــ هاونشتیمانی دانشتووی ئەلمانیا +هنەک ژ کوردان دەولەتەکا سەربخوە یا کورستانێ ل باشوورێ وەڵات د بەرژەوەند دا نابینن بەلکو دڤێ کارکرنا ل سەر بنەمایێن نشتیمانی بەردەوام بیت و پەیدابوونا دەرفەتا بکێرهاتی بۆ راگەهاندنا قەوارەیەکێ دەرڤەی سنوورێ عیراقێ هین ژی نەهاتی یە. +لێدوان +عارف حسێن ــ هاونشتیمانی دانشتووی ئەلمانیا +و ئەو هیڤیا کوردان یا هەبوونا دەولەتەکا نشتیمانی یا بناڤێ کوردستانێ مینا هەموو وەلات و نەتەوەیێن شاد بووی ب ئەڤی مافی ل گور هنەکان دورستە و هەر ژ نها ڤە دڤێ بهێتە راگەهاندن. + +لێدوان +غازی دوسکی ـ ـ هاونشتیمانیێ دانشتوویێ ئەلمانیا +پرستیژا وان و هەموو کوردان، ب نێرینا هاونشتیمانیێن ئێدی بووینە بەشەکە ژ پێکهاتیا وەلاتێن دووەم، بلندتر دبیت ئەگەر وەلاتێ وان یێ بابکالان سەربخوە بیت. +(ستاند ئاپ) +پەیامنێر ــ زنار شینۆ + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlamenteran, bi nav kirin. + +Di civîna îro de ku saet 11 destpêkir, Nêçîrvan Barzanî bi 99 dengan wek serokwezîrê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat binavkirin. Bi tenê parlamenterê Tevgera Îsalmî Şiwan Qeladizeyî deng nedayê. + +Qubad Talebanî jî bi 78 dengan wek cîgirê serokwezîr hat binavkirin. Dîsan Şiwan Qeladizeyî dengê nedayê û herwiha çend parlamenterên Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamî jî deng nedanê. + + +دهۆک .. کردنەوەی کارگەیەکی ریسایکلین +کارگەکە لە زبڵ پەینی کشتوکاڵی درووستدەکات +کارگەیەکی دیکەی ریسایکلین لە کۆمەڵگای کوراشی لە شاری دهۆک کرایەوە ئەو کارگەیە نوێترین تەکنەلۆجیای بۆ بەکارهێنراوە و لە رۆژێکدا توانای جیاکردنەوەی هەزار تۆن زبڵ و خاشاکی هەیە ، جگە لەمەش کارگەکە لە توانایدا هەیە لەو زبڵە پەین بۆ کشتوکاڵی لێ درووست بکات . + +كارگەهەكا دی یا ڤاڤارتنا گلێشی ل كومەلگەها كوراشی هاتە ڤەكرن، ئەو كارگەه شیانێن جوداكرنا هزار تەنێن گلێشی هەنە. +تێكست +ڤەكرنا كارگەهەكا دیا ڤاڤارتنا گلێشی ل كومەلگەها كواشێ كودێ روژانە شیاینێن ژێك جوداكرنا 1000 تەنێن گلێشی َدێ هەبیت ئێك ژ تایبەت مەندێن ڤێ كارگەهێ دێ پەینێ چاندنێ ژی بەرهەم ئینیت....... +1.تەمەر رەمەزان : پارێرزگارێ دهوكی +دێ گلێشێ دهۆك و سێمێل و زاخو ل ڤێ كارگەهێ هێتە ڤاڤارتن و پیش بینێن زێكرنا داهاتێ ڤێكار گەێ دهێـەكرن........... +2.ئیسماعیل حەسەن: رێڤەبەرێ كارگەها ڤاڤارتنا گلیشی +كومپانیایەكا ئەلمانی سەرەپەشتیا دروسكرنا ڤێ كارگەهێ كریە و ئەو دخوازن ل تەڤا پارێزگەهێن عیراقێ ڤێ كارگەهین بڤی جوری دانیت..... +3.ریكیی جونس: سەرپەشتێ كارگەها گلێشی بو دروستكرنێ. +ب كوژمێ 19 ملیون و 200 هزرا دوولارا كارگەه دروست بویە پێویسی ب 30 كرێكاران هەیە بو برێڤە جونا كاری + + +Dihok (Rûdaw)- Hejmarek ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, daxwaz dikin ku derfet ji wan re bê vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehên Başûrê Kurdistanê berdewam bikin, lê heta niha ev derfet wek pêwîste ji wan re nehatiye peydakirin ji ber ku li zanîngehên Başûrê Kurdistanê hejmareke kêm ji xwendevanên Rojavayê Kurdistanê hateine wergirtin. + +Lorîn û Rêber du nimûne ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistamê ne ku niha li Başûrê Kurdistanê penaberin û derfet bo wan nehatiye vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehê berdewam bikin. + +Rêberê xwendekarê sala 3yem ya zimanê Erebî ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Li ku de be ezê xwendina xwe berdewam bikim, heta ku ji min were xwestin ku ez berê xwe bidim welatek din."; + +Lorîn jî li Sûriyê bawernameya bakaloriya wergirtibû ew niha li hêviya wê yekê ye ku navê wê di yek ji zanîngehên Başûrê Kredistanê de bê pejrandin. + +Lorîn gazninan dike ku ev zêdeyî yek sale ye ku navê xwe pêşkêş kiriye lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn bê ka wê bê pejiranidn yan na û dibêje: ";Ev yek sale ku ez li hêviya pejirandina navê xwe me, lê heta niha ev yek pêk nehatiye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji civînên berdewam li bajarê Qamişlo ku ji roja şemiyê 17ê gulanê û heta weku roja duşemê 19ê gulanê li ber xwe dabûn, Encûmena Niştimani ya Kurd li Sûriyê (ENKS) çendîn biryar standin û di nav de biryara ku konferansek ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê bê lidarxistin. + +Cîgirê serokê ENKSê Nihemt Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku armanca lidarxistina vê konferansê, aktîvkirina karê dîplomatîk ji bo diyarkirina pêgehê pirsa Kurd li Sûriyê û girîngiya çareserkirina wê ye. + +Dawûd tekîd kir ku rolek mezin a tevgera Kurd di opozîsyona Sûriyê de heye û pirsa Kurd yek ji pirsên herî girîng e li Sûriyê û bêyî çareserkirina vê pirsê Sûriye aram nabe û got ku ew dixwazin di rêya vê konferansê re vê rastiyê bi hevalbendên xwe yên opozîsyonê û hêzên herêmî û navdewletî bidin zanîn. + +Derbarê çareserkirina nakokiyên navxwe yên ENKSê û başkirina rewşa wê de, Dawûd tekez kir ku derbarê biryar û nêrîna siyasî û şêweyên çareserkirina pirsa Sûriyê û pirsa kurd de, ti nakokî di navbera alî û pêkhateyên ENKSê de tine ne û biryar di vê derbarê de bi yekdenkî tên standin. + +Dawûd da zanîn ku nakokî di nava ENKSê de tenê di warê rêkxistin û mîkanîzmên kar de hin caran derdikevin, lê çareserkirina van nakokî û nêrînên cuda û peydakirina mîkanîzmên rast di nava ENKSê de bi danûstandinê tê kirin. + +Ji aliyê xwe ve Endamê sekreteriyeta giştî ya ENKSê Ehmed Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ENKsê di civîna xwe ya dawî de ku roja duşemê bi dawî hatibû, biryara lidarxistina konferansa çareserkirina pirsa Kurd daye, lê hûrgiliyên vê konferansê behs nekirine û ti komîteyên amadekar ji bo cîbicîkirina vê biryarê destnîşan nekirine. + +Derbarê pêwendiyên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de Silêman tekez kir ku ti merc ji bo diyalogê ligel EGRKê tine ne, lê belê kiryarên saziyên ser bi vê encûmenê ve rê li pêş diyalokê û lihevkirinê xweş nakin. + +Silêman got EGRKê carekê ENKSê ji bo tevlîbûna nav rêveberiya xweseriyê vedfixwîne, carekê pêşinyara yekgirtina opozîsyona Sûriyê dike, lê belê her tiştê bi serê xwe dike û kiryarên nayên qebûlkirin li dijî alî û pêkhateyên ENKSê dike. + +Serkirdeyê ENKSê Ehmed Silêman got ku eger EGRKê û saziyên wê dest ji van kiryaran bernedin û li rêkeftinên di navbera her du encûmenan de venegerin û pabendî xalên rêkeftina Hewlêrê nebin wê ti karên hevbeş ligel wan bi ser nekeve. + +Diyar e ku rêya sepandina çareserkirina pirsa Kurd li ser alî û pêkhateyên din ên Sûriyê û wergirtina piştgiriya herêmî û navdewletî ji bo vê çareserkirinê berî her tiştê di yekrêzî, yekdengî û yekhelwesta alî û pêkhateyên siyasî yên Kurd re derbas dibe û jidiliya van aliyan bi rêkxistina mala Kurd tê pîvan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku ew dixwazin bi Bexdayê re bigihîjin çareseriyekê lê eger ev yek çênebe dê ";rêyên din"; bidin pêşiya xwe. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji Rûdawê re li ser serdana xwe ya Brîtanyayê axivî û got, civîna me bi rayedarên Brîtanya re baş bû û emê hewl bidin ku neft û gaza Kurdistanê bigihînin Ewropayê. + +Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got, em dixwazin bi Bexdayê re bigihîjin çareseriyekê lê eger ev yek çênebe emê rêyên din bidin pêşiya xwe. +Li benda agahiyên zêdetir bin… + +Amed (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi beşdarbûna rêveberên bajêr û sazî û dezgehên sivîl li NavendaPêşangeh û Kongreyan a Amed'ê bi merasîmekê hate vekirin. Nêrîna giştî ya Sazî, dezgeh û kesayetên tevlî pêşangehê bûn ew bû ku pêwîste dicivakê de her dem xwendin û nivîsandin li pêş be û hêmû pirsgirêk bi rêya pênûs û ramanê werin ziman. + +Pêşangeha Pirtûkan a pêncemîn ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê li dar xistin li Bakûrê Kurdistanê li Amedê destpêkir. Di pêşangehê de pêkane ku xwendevan ji her mijarê pirtûkan bi dest bixin û sûdê werbigrin. Ji ber ku bajar Amed bû xwendin û nivîsandina bi kurdî jî derket pêş û li ser birînên zimanê kurdî hatesekinandin. + + Organîzatorên pêşangehê ji ber hestiyariya pêşangehê spasiya rêveberên bajêr kirin. Rêveberên bajêr jî ji bo xebatên bi vî rengî piştgiriya xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku xebatên çandî û hunerî geş bibin. + +Weşanxaneyên ku beşdarê pêşangehê bûn jî di wê baweriyê de ne ku pêşangeh bandoreke baş li ser civakê dike. + +Dirûşmeya pêşangehê ya îsal "Rêwîtiya Ber bi Erdnîgariya Nivîsê ya Qedîm ve" ye. Pêşangeh dê heta 25'ê Gulanê bidome. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her yek ji Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr, û Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîr spartin bo pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistan. + +Li gor yasayên Herêma Kurdistanê divê di heyama 30 rojî de hikûmet bê ragihandin. + +Îro, 20.05.2014, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistamê, Fûad Husên ragihand:";Îro, Sêşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gor benda 12em ji madeya yekem ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du birêz Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî wek serokê encumena wezîran û Qubad Celal Talebanî wek cîgirê wî, bo pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê spartin."; + +Îro, Parlamentoya Kurdistanê her yek ji Nêçîrvan Barzanî wek serokwzîr û Qubad talebanî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kirin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. + +Herihw Fûad Hisên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê fermana pêkanîna hikûmetê îmze kiriye û got, ";Li gor wê fermanê pêwîste Nêçêrvan Idrîs Mistefa Barzanî û Qubad Celal Talebanî di heyama 30 rojî de kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji rayedarên Platforma Demokratên Kurd bi navê Vecîde Karagoz, diyar kir ku ew xwe ji avakirina partiyeke siyasî ya kurdî ya legal li Tirkiyê re amade dikin û da zanîn, navê wê partiyê dê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be. +Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) ku niha wek Platforma Demokratên Kurd xebatê dike, biryar daye xwe wek partiyeke siyasî ya legal organîze bike û navê xwe jî bike PDK. +Platforma Demokratên Kurd par li Hewlêrê di kongreya xwe biryar dabû xwe wek partiyeke siyasî legalîze bike. +Li ser vê mijarê berpirsa rêxistina jinan li nav PDK-Bakûr Vecîde Karagoz, beşdarî bûltena nûçeyên Bakûr a Rûdaw TV bû û ragihand, ev 6 meh in ew mijûlî amadekariyên avakirina partiya xwe ne û da zanîn, dê hewl bidin meha Îlona îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bidin bo wergirtina mohleta xebatê. +Vecîde Karagoz, anî ziman ku partiya wan dê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be û tenê bi pirsgirêkên kurdên Tirkiyê re mijûl be lewma nabe partiyeke Tirkiyê. +Wê rayedara PDK-Bakûr li ser PDK-T ku îsal hat avakirin jî got, partiya me û PDK-T ji hev cihê ne ji ber ku em li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî xebat dikin her wiha em xwedî dîrok, xebat û şehîd in, ya din, partiya me ji sala 1965an ve bi serokatiya Fayîq Bûcak hatiye avakirin. +vecîde Karagoz, li ser derngketina damezirandina PDKê jî got, ev mijar girêdayî şert û mercên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ye û em li gorî rojev û pêvajoyê dimeşin. +Karagoz, li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî axivî û got, pêvajoya aştiyê ne zelal e çimkî ne hikûmet û ne jî aliyê kurd tiştên eşkere û vekirî ji cemawerên xwe re negotine lê em piştgiriya pêvajoyê dikin, helbet serkeftina pêvajoyê nayê wateya çareserkirina pirsa kurd çimkî ev mesele, meseleya Kurdistanê ye. +Wê siyasetmedara Bakûrê Kurdistanê derbarê helwesta PDKa dayîk jî got, me ji gellek rayedarên wê partiyê re gotiye, helbet şert û mercên me mîna wan nîne ji ber ku ewê xwedî dewlet û hêz in lê li Tirkiyê jî êdî şert û merc mîna berê nînin û mirov dikare xebat bike û pêwendiyên PDKa dayîk û Tirkiyê ji me re pir bi sûd e. +Vecîde Karagoz, li ser îhtimala karê hevbeş bi PDK-T re jî got, em û ew cuda ne lê em ti carî dijberiya kurdan nakin û her kes bila xebata xwe bike. +Karagoz, li ser îhtimala ku Ocalan bibe namzedê serokomariya Tirkiyê dê pişta wî bigirin yan na jî got, helbet ev mijar hinekî girêdayî Îmraliyê ye lê eger Ocalan bibe namzed emê piştgirî bidinê. + +Karagoz derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand ku ";wê ev pirsa bêjerê Rûdawê şaş fêm kiriye"; û got ku ";ew piştgiriya projeya BDPê ya derbarê nazmediya Ocalan ji bo posta serokomariya Tirkiyê de nakin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya girêdayî PKKê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi girtin û êrişa li dijî sazî û dezgehên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdsitanê (PÇDK), ku wek şaxê Başûr yê PKKê tê nasîn, yên li Dihok û Zaxo û Hewlêrê tohmetbar dike. Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî jî ragihand, li gorî ku ew agahdar in ti saziyeke fermî yên PKK û PÇDKê li Başûr nîne û ev îdiayên medyaya PKKê ";êrişên organîze"; li dijî PDKê ne. +Bi gotina wê medyayê, di nava wan dezgehan de ku rastî operasyona çekdarên PDKê hatine li gor ku ew dibêje, KNK, ajansa Dîcle, Rêxistina Jinên Star, Navenda Ciwanên Welatparêz, rojnameya Roja Welat û Partiya PÇDK hene. Ew medya diyar dike ku operasyon li Hewlêrê, Zaxo û Dihokê pêk hatiye. +Kongreya Civaka Demokratîk li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û têde got ku divê PDK lêborîna xwe bixwaze û êrîşa çekdarên wê li ser wan dezgehan ziyanê digihîne PDKê bi xwe jî… +Li ser vê mijarê, endamê serokatiya PDKê Elî Ewnî, beşdarî bûltena nûçeyan a saet 19:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti saziyeke fermî yê PKK û PÇDKê li Hewlêr, Dihok û Zaxo tine û îdiayên ku tên kirin tenê qesta wan reşkirina rûçkê PDKê û derxistina astengiyan li pêşiya PDKê ye da ku PDK nekare mafên kurdan biparêze. +Elî Ewnî, anî ziman ku ew saziyên ku tên behskirin saziyên wehmî û derqanûnî ne lewma hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li gorî erka xwe li pey diçin û çi pêwîst be dê bikin û wiha anî ziman: ";Ev kar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye kirin nek PDK, ji ber ku PDK ne dûr û ne jî nêzîk agahdar vê yekê nîne."; +Wî rayedarê PDKê ji PYD, PÇDK û PKKê xwest, hurmeta qanûnên Herêma Kurdistanê bigirin û ewlehiya Kurdistanê têk nedin. +Ji aliyekî din, berpirsekî Partiya Kesk a Kurd li Sûriyê ku hevpeymana PYDê ye li Rojavayê Kurdistanê, Zîrek Şêxo ji Almanya bi telefonê beşdarî bûltenê bû, diyar kir ku nedibû PDKê bi ser sazî û dezgehên PÇDKê de girtiba ji ber ew sazî, saziyên sivîl in. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzerên rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdulla Ocalan daxwazek pêşkêşî desteya dozgerê gitşî li Bursa kirin, bi mebesta encamdana serdanekê bi Ocalan re. + +Piştî ku ji dema destpêkirina proseya aşitiyê çend carekê şanda danûstandinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Ocalan li girtîgeha Îrmaliyê kirin, îro, 20.05.2014, parêzerên Ocalan jî daxwazek pêşkêş kirin da ku sibê, Çarşemê, serdana navborî bikin. + +Li gor zaniyariyan, heta niha desteya dozgeriya giştî ya bajarê Bursayê bersiva daxwaza parêzerên Ocalan nedaye û nediyar e ka ew serdan dê bê encamdan yan na. + +Ji roja 27.07.2011an ve û heta niha bi hêncetên cuda, rêgirî li çûna parêzerên Ocalan bo serdana wî hatiye girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û hêzên asayişê ji aliyekî û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê li aliyê din de derket. + +Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku di encama şerê ku duh dora saet 1.30 piştî nîrvro bi dema Hesekê destpêkir de, ";3 şervanên YPGê û asayişekî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin";. + +Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku piştî şer, ";YPGê dest danî ser avahiya rêveberiya avê, navenda agirvemirandinê, rêveberiya avdaniyê û rêveberiya alîk û elefê li nav bajarê Hesekê";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê şerê navbera her du aliyan piştî wê yekê destpêkir ku çekdarên alîgirên rejîmê xwestin xaleke kontrolê ango seytereyekê li çerxerêya Ezîziyê li hember seytereya hêzên asayişê danin. + +Duh jî hêzên asayişê û YPGê ku ser bi PYDê ve tên naskirin, ji dikandarên Kurd li taxa Ezîziyê xwestibûn ku dikanin xwe bigirn û di nav malên xwe de bimînin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ev 15 rojin ku derdora 25 mamostayên Kurd û 15 hemwelatiyên xelkê herêma Kobanî ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve li herêma Munbicê hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Roja 7ê gulanê dora 50 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî li ser rêya Helebê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û pişt re nêzîkî 10 kesan ji wan berdan û yên din hîn girtî ne. + +Di nava girtiyên Kurd 25 mamostayên dibistanan hene ku ew bi mebesta wergirtina mûçeya xwe ji hikûmeta Sûriyê çûbûn bajarê Helebê û di rêya vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞ ve hatin girtin. + +li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çekdarên DAÎŞ ji girtiyên Kurd re gotiye heta ku girtiyên wan ên di destê YPGê de neyên azadkirin, ewê jî neyên berdan. + +Tê gotin ku grûpeke ser bi opozîsyona Sûriyê ve berî ku ji bajarê Munbicê derbvikeve, çend girtiyên DAÎŞê yên li cem xwe radestê hêzên YPGê li Kobanî kirin û di nav de emîrekî DAÎŞê jî heye, lê heta YPGê ev yek piştrast nekiriye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara nû ya çapa Ewropa ya Rûdawê bi çend mijarên girîng û balkêş wê sibê têkeve ber destê xwendevanên li Diyasporayê. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdawê di hejmara xwe ya 250 ya vê heftiyê de bal dikişîne ser çend mijarên siyasî, aborî, çandî û civakî yên girêdayî Kurdan. + +Herwiha 2 hevpeyvînên cuda ligel Serokê berê yê Partiya Îslamî li Iraqê Dr. Muhsin Ebdilhemîd û nazmedê hejmar 8 yê Partiya Jîngehê ye ji bo Parlamentoya Ewropayê Kurdo Baksî hatine kirin. + +Di vê hejmarê de hilbijartinên meclîsa şaredariya Duisburgê û gotarên çend nivîksarên Kurd jî cih digirin. +Çapa Ewropa ya Rûdawê her hefte roja pêncşemê derdikeve û li seranserê Ewropayê tê belavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike, herwiha ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku êrîşîn li dijî kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê dibin, rawestîne. + +ENKSê di dawiya civîna xwe ya ku roja 17ê gulanê destpêkir û roja 19ê gulanê bi dawî hat de, daxuyaniyeke berfereh derxist û tê de bal kişande ser rewşa niha ya Sûriyê, têkiliyên ENKSê ligel hevpeymaniya opozîsyonê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, hilbijartinên serokatiya Sûriyê û rewşa ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, ENKSê tekîd kir ku divê şoreşa aştiyane li herêmên Kurdan bê parastin û çareseriyeke siyasî ji bo krîza ku ev 4 sale li Sûriyê didome, bê dîtin. Ji bo vê yekê jî ji hêzên opozîsyonê xwest li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş derbarê şoreşa Sûriyê de li hev bikin û helwesteke aşkeretir derbarê ";terorê"; de bidin û serxwebûna biryara xwe biparêzin. + +ENKSê ku di dawiya sala 2013an de tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bûye û 11 nûnerên wê di nav de hene, rexne li hevpeymaniyê kir û jê xwest ku pêgirê naveroka wê rêkeftinê bibe ku ligel ENKSê hatiye îmzekirin û behsa mafên Kurdan dike. Herwiha daxwaz ji hevpeymaniyê kir ku êdî navçeyên Kurdan piştguh neke û wan ji alîkariyên mirovî û hawarçûnê bêpar nehêle. + +Derbarê rewşa Kurdan de, ENKSê diyar kir ku xema wê ya sereke ewe ku aştiya civakî ya navbera hemû pêkhateya were parastin, lê dilgiraniya xwe li hember wan kiryarên ";neberpirsyar"; anî ziman ên ku hêzên asayişê derheqê endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê pêk tîne û wek ";armancgirtina ENKSê"; da zanîn. + +ENKSê bal kişande ser yasaya partî û hilbijartinan ku ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk ve ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, hatine derxistin û got ku ";ew yasa û hilbijartin nerewa ne û xizmeta yekîtiya Kurdan nakin";. Herwiha bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku tevlî diyalogeke cidî bibe ji bo çareserkirina nakokiyên heyî. + +Di vê dema dawî de, hejmarek Kurdên Rojavayê Kurdistanê dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li ser sînor rastî êrîşan hatin û hinek ji wan bi guleyên hêzên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest û hinek jî birîndar bûne. ENKSê jî ev yek şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku van êrîşan rawestîne û ji rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî xwest ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin daku ";van destdirêjiyên ne mirovî"; rawestîne. + +Derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryare roja 3yê hezîranê bên kirin û dibe ku li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê wek Qamişlo û Hesekê jî birêvebiçin, ENKSê ragihand ku ew hilbijartin li dijî rêkeftina Cenêv1 e û astengiyên zêdetir li ber çareseriya aştiyane dadine, ji ber vê yekê jî ENKSê biryar da wan hilbijartinan boykot bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda HDPê ku ji cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder û wekîlên koma partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tê ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di 26ê nîsanê li girava Îmraliyê de hevdîtinan pêkanîn û roja 17ê gulanê li çiyayê Qnedîlê bi berpirsên KCKê re jî li ser nêrîn û helwestên Ocalan û hikûmeta Tirkiyê hevdîtin kirin, roja 20 gulanê jî bi komîteya berpirsa pêvajoya aştiyê ya hikûmeta Tirkiyê re civiya. + +Şanda HDPê ku bi cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay û wezîrê dadê Bekîr Bozdag û wezîrê karê hundir Afkan Ala re nêzîkî saetekê û pênc deqeyan hevdîtin pêk anî, piştî ji civînê derketin agahî derbarê wê civînê de dan raya giştî. + +Sirî Sureya Onder ji raya giştî re diyar kir ku wan li ser geşadanên vê dawiyê yên li dijî çêkirin û avakirina qereqol û qeleqolan û rewşa pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin. + +Onder got ";hevdîtinên me bi berpirsên hikûmetê re di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bû, me li ser geşedanên vê dawiyê û tiştên ku pêwîste bê kirin axifîn û her du alî destnîşan kirin ku qonaxa borî ku bê şer derbas bûye, pêwîste bê parastin û berdewam bibe, herwiha me ramanên rêberê PKKê Abdullah Ocalan û yên berpirsên KCKê û nêrînên saziyên sivîl derbarê pêvajoyê de bi hikûmetê parve kir";. + +Onder destnîşan kir ku ev civîn yek ji civînên rotînî yên bi hikûmetê re tên kirin in û got ku wan nêrînên hikûmetê derbarê pêvajoyê de jî guhdar kirin, hikûmetê jî ji wan re daye xuyakirin ku ew ji bo amedekirina jêrzemîneke qanûnî ji pêvajoyê re dixebitin. + +Li ser pirsa ku ewê kengî biçin Îmraliyê Sirî Sureye Onder got ku tê çaverêkirin ew di dawiya vê heftiyê yan heftiya bê de biçin girava Îmraliyê. + +Li aliyekî din Îdrîs Balûken jî derbarê hevdîtinê de diyar kir ku wan bi berpirsên hikûmetê re li ser rewşa pêvajoya aştiyê danûstandin kirin û rewşa ku ev qonaxa aştiyê gihiştiyê nirixandin. + +Balûken herwiha got ku wan hevdîtinên Qendîlê kirin û dîsa helwestên gelek saziyên sivîl derbarê van geşedanên dawî û pêvajoya aştiyê de ji nûnerên hikûmetê re ragihandin û wê ev hevdîtin di rojên bê de dîsa berdewam bibin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenter berê û siyasetmedarê Kurd Xetîb Dicle ragihand ku Amerîka û Yekîtiya Ewropa naxwazin pirsgirêka Kurd li ser bingeha hevgirtên gel a li Rojhilata Navîn çareser bibe, ji ber ku, bi gotina wî, yê ev pirsgirêk afirandiye Împaratoriya Îngilîz û Faransa piştî perçekirina Kurdistanê bi xwe ne. + +Dicle ku di girtîgeha Amedê de hîn girtiye Xetîb Dicle di hevpeyvînekê ligel Aljazîra Tirkiyê de got ku ";heta aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn çênebe û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke aştiyane çareser nebe, kes nikare behsa berdana çekan li her çar perçeyên Kurdistanê bike";. + +Siyasetmedarê Kurd Hatîb Dicle diyar kir ku ";serokwezîrê Tirkiyê Erdogan naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde û bingehîn çareser bike"; û got ";Erdogan dixwaze di rêya hinek guhertinan bêje min pirsgirêk çareser kir, lê ti pirojeyeke wî ya zelal tine ye û gelek caran ew biryarên ku şanda MÎTê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re distînin yan jî digihêjin hinek encaman, Erdogan dibe asteng li pêş pêkanîna wan, îcar ew polîtîkaya dem derbas kirinê û bê ku pirsgirêk bê çareser kirin, wê rêya aşitiyê bixetmîne û îhtîmale ku sebra rayedarên KCKê jî li hemberê wê nemîne";. + +Parlamenterê Partiya Ked a Demokratîk (DEP) destnîşan kir ku di sala 2007an de wî daxuyaniyekî dabû û dadgehên Tirkiyê jî ew daxuyaniya wî hêştin heta ku sala 2009an hilbijartin çêbûn û got ";min di roja 12ê hezîrana 2009an de 83 hezar deng bi dest xistin û serkeftin pêkanî, lewra dadgehê doz li dijî min vekir û ez ji endamtiya parlamentoyê avêtim û xistim zindanê";. + +Hatîb Dicle anî ziman ku ";hikûmeta Tirkiyê niha dibêje, wan ev operasyona KCKê li 2009an nekiriye û daxuyaniyên xwe li wê demê ji bîr dikin, Erdogan û cîgirê wî Beşîr Atalay wê demê gotin ku ew piştgiriyê didin wan operasyonan û serokê niha yê parlamentoyê Cemîl Çîçek wê demê berpirsê rêxistina Tekoşîna Li dijî Terorê ku operasyon li darxistin bû";. + +Dicle da zanîn ku ";ji xwe ew operasyonên KCKê li dijî çareseriya siyasî ya pirsgirêkê Kurd bû û li dijî siyasetmedaran bû, ji ber wê jî piştî wê qonaxê di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de pevçûnên dijwar derketin";. + +Derbarê neberdana wî ji girtngehê de Dicle got ";Hemû dadwer û dozgerên Tirkiyê xwedî yek helwestî ne li dijî doza kurd û siyasetmedarên Kurdan yanî kesekî wek min ku temenê xwe bûye 60 sal dikeve hişan ku ewê ji zindanê derkeve û here bibe gerîla!?";. + +Dicle diyar kir ku ji bo ku dadgehê ev yek kir hêncet û ew bernedan û li gor ku wî heta niha di ezmona zindanê de dîtiye, dadwer û dozgerên Tirkiyê qet naxwazin dadî, wekhevî û azadiya welatiyan pêk bînin, tenê ew ji bo parastina dewletê kar dikin û ";Kurdan weke dijminê vê dewletê dibînin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Qeterê Nîzar Hirakî ragihand ku ji 21 welatên erebî, bi tenê 10 welat wê nehêlin hilbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka wan werin kirin. + +Hirakî di daxuyaniyekê de got ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li li Qeter, Kuwêt û Erebistana Siûdiyê nayên kirin, lê belê ewê li Behreyn, Urdun û Îmarata Erebî birêvebiçin. + +Ji aliyek din ve berpirsekî di wezareta derve ya Misrê de ji medyaya welatê xwe re ragihand ku hilbijartinên Sûriyê li ser xaka Misrê nayên kirin. + +Herwiha medyaya lîbî û ya yûnisî li ser zarên berpirsên peywendîdar veguhestiye ku hillbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka wan nayên lidarxistin. + +Wezareta derve ya Sûriyê berî niha di daxuyaniyekê de aşkere kir ku çend welatên erebî hene nûnertî û balyozxaneyên Sûriyê lê nehatine vekirin Wek Filestên, Cîbûtî , Cuzir el-Qemer Somal, lewra hilbijartin li wir jî nayên kirin. + +Li gor yasaya hilbijartinan a Sûriyê ku di adara borî de hat serastkirin, wê dengdana ji bo hilbijartinên serokatiyê li derve roja 28ê gulanê birêve biçe û dengdana giştî li hundir Sûriyê jî di 3yê heyva hezîranê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdanekê ber bi Ewropayê ve birêket û biryar e serdana Fransa, Îtalya û Vatîkanê bike. + +Li gor daxuyaniyeke serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî wê li Fransayê ligel serokê Fransa François Hollande û rayedarên din ên wî welatî bicive. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Barzanî wê serdana Vatîkanê jî bike û ligel papa Francis ê yekem bicive û derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike. + +Barzanî wê pişt re li Îtalyayê ligel rayedarên wî welatî jî bicive. + +Serokê Herêma Kurdistanê wê di civîn û hevdîtinên xwe ligel rayedarên Fransa û Îtalyayê de bi awayekî giştî têkiliyên dualî di navbera Hewlêr û Parîs û Romayê de gotûbêj bike. + +Şingal (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên 2010an ên Parlamentoya Iraqê li navçeyên Şingal û Zumarê de 6 kursî bi dest xistin, lê di hilbijartinên 30ê nîsanê de bi tenê nîvê wan bi dest xistin. + +Serbest Bapîrî derbarê vê yekê de dibêje ";Di hilbijartinên 2010an de rêjeya dengdanê li navenda bajarê Mûsilê 20%, lê vê carê 60% bû, lewra guhertin di proseyê de çêbû, me wek şaxê 17 ê PDKê 3 namzed biserxistin û 3 şaxên me yên din li Mûsil, Şêxan û Mexmûrê 3 namzedên din biserxistin";. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ti kursiyek li Şingalê bi dest nexist. + +Tevgera Êzdiyan ku ti baweriya wê bi kurdbûna Şingalê tinen ye, di hilbijartinên 30ê nîsanê de 3 kursî bi dest xistin. + +Amûdê (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajêr ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) ve tê naskirin, hat girtin. + +Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Mihemed Xêr Bengo ku bi xwe ji bajarê Amûdê ye û li Stenbolê dimîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";duh hêzên asayişa PYDê endamê serbixwe yê şaxê ENKSê li Amûdê Hisên Şihadê girtin";. + +Bengo diyar kir ku ";di dema girtina wî de asayişa PYDê jê re gotiye ku ewê 3 rojan li cem wan girtî bimîne";. + +Bengo herwiha got ku ";Hisên Şihadê kesayetiyeke civakî û niştimanperwer a navdare li bajarê Amûdê û gelek çalakiyên civakî û mirovî di xizmeta xelkê Amûdê de kirine";. + +Hisên Şihadê di dema bûyerên ku di hezîrana sala 2013an de li Amûdê qewimîn de, ji aliyê asayişê ve hatibû girtin û çend rojan di zindana wan hêzan de mabû. + +Bengo tevî şermezarkirina girtina wê kesatiya civakî, got ku ";Hisên Şihadê kesayetiyeke serbixwe ye û temen mezine û girtina wî cihê mixabiniyê ye";. + +Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê girtina Hisên Şihadê de nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê, roja 17.05.2014, hemû alî rêkeftibûn li ser pêkanîna komîteyeke danûstandinan bo encamdana hevdîtin û danûstandinan ligel aliyên Ereb li Iraqê bo mebesta pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, navê endamên komîteya danûstandinan ligel Bexdayê bi vî awayî ye: + +Dr. Roj Nûrî Şaweys, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê. + +Celal Cewher, ji aliyê Tevgera Gorranê. + +Bîlal Silêman, ji aliyê Komela Îslamî ya Kurdistanê. + +Dr. Kawe Mehmûd, ji aliyê lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye destnîşan kirin. + +Herwiha çavlirê ye ku her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê nûnerên xwe destnîşan bikin da biryara pêkanîna wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve were derkirin û ew komîte dest bi karên xwe bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê konseya rêveber a KCKê û serokê serfermandariya hêzên HPGê Murad Karayilan ragihand ku ew bi talîmatên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve heta dawiyê girêdayîne û piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. + +Karayilan di nîvîseke xwe ya li rojnameya Aerxwebûnê de diyar kir ku pêvajoya aştiyê sê qonax bûn, ya yekem agirbest û vekşîna gerîla bû, ya duyem dewlet jêrzemînekî qanûnî ji pêvajoyê re çê bike û sêyem qonaxa normalbûn û hev afkirinê bû. + +Murad Karayilan destnîşan kir ku pêwîstbû piştî qonaxa sêyemîn hemû girtiyên siyasî yên Kurd û di nav de Ocalan serbest bihatiana berdan û hemû kêşeyên pirsgirêka Kurd çareser bibiya. + +Serokê serfermandariya HPGê da zanîn ku ew li pêvajoya aştiyê qet ne poşmamin, ji ber ku ew aştiyê dixwazin û şer naxwazin û ew ji bo aşitiyê jî bi biryarin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Portala Rûdawê encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê belav dike, ku ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya HIlbijartinan li Iraqê gihiştine dest. +Li gor encamên di dest Rûdawê de encam bi vî awayî ne: +Parêzgeha Silêmaniyê: +Tevgera Gorranê: 12 kursî + +Yekîtiya NIştimanî ya Kurdistanê: 11 kursî + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 3 kursî + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 kurîs + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 2 kursî + +Kota Mesîhiyan: 1 kursî + +Parêzgeha Hewlêrê: + +PDK: 12 kursî + +YNK: 6 kursî + +Tevgera Gorranê: 4 kursî + +Komela Îslamî: 2 kursî + +Yekgirtûya Îslamî: 1 kursî + +Parêzgeha Dihokê: + +PDK: 19 krsî + +Yekgirtûya Îslamî: 3 kursî + +YNK: 2 kursî + +Tevgera Gorranê: 1 kursî + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Sêrtê ji aliyê polîs û tîmên taybet ên ";Rêxistina Tekoşîna li dijî Terorê"; ve operasyonek hat lidarxistin û di encam de 20 ciwanên rêxistina PKKê hatin binçavkirin. + +Li gor medyaya Tirkiyê, li taxên Conkbayik û Dumlupinar ên bajarê Sêrtê li Bakurê Kurdistanê di saetên sibehê de polîs û tîmên taybet bi ser malan de girtin û 20 ciwanên ku alîgirên PKKê ne binçav kirin. + +Hat ragihandin ku ew 20 ciwanên PKKê niha li rêveberiya Polîsan a Sêrtê ne û lêpirsîn bi wan re tê kirin. + +Li aliyekî din jî malbatên wan ciwanan ji bo zarokên wan bên berdan, serî li saziya Mafê Mirovan ÎHDê dan. + +Wek tê zanîn berî du roja li navçeya Çataqê li Sêrtê gerîlayên PKKê kamyoneke ku di avakirina qereqolan de kar dikir şewitandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li paytexta Nemsa Viennayê xwepêşandanek li dijî girtin û dekirina serkirde û endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin. + +Xwepêşandana ku piraniya beşdarên wê endam û alîgirên PDK-Sê bûn, duh li ber avahiya balyozxaneya Sûriyê destpêkir û tê de druşmên li dijî girtin û derkirina endamên PDK-Sê li Rojavayê Kurdistanê hatin bilindkirin. + +Di xwepêşandanê de herwiha dadgehkirina çalakvanên Kurd ji aliyê dadgehên rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, hat şermezarkirin. + +Xwepêşander pişt re ber bi balyozxaneya Yonanistanê ya ku niha serokatiya Yekîtiya Ewropayê dike, meşiyan û peyamek di rêya balyozxaneyê re gihandine Yekîtiya Ewropa. + +Di peyama xwepêşanderan de hatiye gotin ku ";ew kiryarên ku li dijî çalakvan û siyastemedaran li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, şermezar dikin";. Herwiha xwepêşanderan gotin ku ew hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku biryar e roja 3yê hezîrnê bên kirin, red dikin. + +Duh jî, li ser banga nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandanek li bajarê Hewlêrê hat lidarxisitn. + +Xwepêşanderan xwestin ku ENKSê û karên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê were aktîvkirin, herwiha girtin û dekirina çalakvan û siyastemedaran ji Rojava şermezar kirin û xwestin ev kiryar rawestin. + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên DAÎŞê yên tundrew ciwanekî Kurd ê xelkê Kobanî kuştin û ew serjêkirin. + +Duh Înê derdora nîvro li rojavayê herêma Kobanî û li ser seytereya gundê Cubilferecê li nêzîkî bajarokê Şiyûx, çekdarên DAÎŞê ciwanekî Kurd ji herêma Kobanî bi navê Mihemed Mihemed lawê Hemoyê Sofî ji gundê Kîkan kuştin û pişt re serjêkirin. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mislim Mihemed ku pismamê Mihemed e, nûçeya kuştina pismamê xwe ji Tora Medyayî ya Rûdaw re piştrast û daxuyaniyek da. + +Mislim ragihand ku ";pismamê dixwest di rêya Cerablusê re derbasî Tirkiyê bibe, lê çekdarên DAIŞê otombîla ku Mihemed û 5 Kurdên din radkirin li ser seytereya gundê Cubelferecê rawestandin û 2 jinên Kurd ên di otombîlê de îhanet kirin";. + +Mislim herwiha got ku ";Mihemed îhaneta jinên Kurd li ber çavên xwe tehmûl nekiribû û li hember çekdarên DAÎŞê rawestiyabû, çekdarên DAIŞê jî di cih de bi kêr û guleyan ew kuştibûn û pişt re ew serjêkiribûn";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê askere kir ku çekdarên DAÎŞê wêneyên cenazeyê Mihemed li ser internetê belav kirin û cenaze di girê bajarokê Şiyûxê de binaxkirin. + +Mihemed Mihemed ê 28 salî, ew xwendekarê beşa zimanê Inglîzî li zanîngeha Helebê bû û demekê mamostayetî li dibistanên herêma Kobanî kiribû. + +Nûçeya kuştina Mihemed li ser destên çekdarên DAÎŞê bi tundî û dengvedaneke mezin di nava xelkê herêma Kobanî de tê şermezarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyên ku li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatine avakirin, rexneyên tund li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) digirin û car din banga diyalogê lê dike. + +Ev cara duyemîne, rêveberiyên her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê ku di dawiya meha çile ya borî de hatine avakirin, banga diyalogê li ENKSê dikin ji bo çareserkirina pirsgirên ku niha di qada Rojava û Sûriyê de hene. + +Di daxuyaniya vê dawiyê ya her sê rêveberiyan de, hatiye gotin ku wan di 21ê nîsanê de banga yekemîn a diyalogê li ENKSê kirine, lê heta vê gavê ti bersiv wernegirtine, lewra ew carek din banga xwe nû dikin û hêvdîarin vê carê bersiva wan bê dayîn. + +ENKSê ku ji zêdetirî 10 partiyên kurdî, çend rêxisitnên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, piştî avakirina rêvebriya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, PYDê bi wê yekê tomebtar kir ku ";di rêya avakirina wê rêveberiyê re dixwaze siyaseta xwe ya tekane berdewam bike û rê li ber karê hevbeş bigire";. + +Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ku roja 20ê gulanê belav bûye, ENKSê carek din tekîd kir ku rêveberiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihand ";ne şerhî ne û xizmeta yekîtiya Kurdan nakin";. + +Endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif jî derbarê banga her sê rêveberiyan de, ji Rûdawê re ragihand ku ";helwesta ENKSê ji van rêveberiyan diyar û aşkere ye û ew bi ti awayekî mamele ligel wan nakin û ti elaqet û têkiliya wan wek ENKSê bi rêveberiyan û biryarê wê ve tine ye";. + +ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di civîna xwe ya hevbeş de ku roja çarşema ya borî li Qamişlo hat lidarixstin, behsa her sê rêveberiyan ku li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihandin, kirin. Lê wek Fesyel Yûsfi ji Rûdawê re ragihandiye ";Encûmena gel gotiye ew rêveberî dê bimînin û wê karê xwe berdewam bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir Kurd li Sûriyê beşekin ji şoreşa Sûriyê ya ku di adara sala 2011an de destpêkir û pişt re ber bi şerekî navxweyî ve hat guhertin. + +Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li Berîtanyaye, duh li Londonê tevlî diyalogekê bû ku ji aliyê encûmena têkiliyên derve yên Ewropayê ve hatibû organîzekirin. + +Li gor malpera fermî ya PYDê, Mislim di wê diyalogê de bal kişande ser rêveberiya xweseriya demokratîk a ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYD û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin. + +Mislim derbarê rêveberiyê de got ku ";rêveberiyê heta niha kariye navçeyên xwe ji êrîşên terorîstan biparêze û gelek xizmetan bigihîne gel û civakê";. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, hevserokê PYDê tekîd kir ku Kurd beşekin ji şoreşa Sûriyê, lê got ";Di navbera opozîsyona çekdarî û rejîmê de ku Sûriyê wêran kirine, Kurdan xeta sêyem hilbijartine û ji destpêkê de bi çareseriya aştiyen re bûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a KCKê Mustafa Karasu got ku tehemula gelê Kurd ji pevçûnên navxweyî re tine ye û ew yekîtiya netewî dixwazin. + +Karasu di hevdîtinekê bi rojnameya Ozgur Gondemê re diyar kir ku ";ew helwesta PDKê rast nabîne û ger di navbera PDK û PYDê de pirsgirêk hebin ew pirsgirêk bi axaftinê û diyalogê dikarin bên çareserkirin";. + +Mustafa Karasu destnîşan kir ku ";dibe ku li hember hinek tiştan nerehetiya PDKê çêbûbe, lê ev nerehetî bi bertekên wiha nîşandan ne raste û ev cudakarîya di navbera PDK û PYDê de bi nîqaşê dikarin bê çareserkirin, lê ew bi ferzkirinê nabe";. + +Endamê desteya rêveber a KCKê anî ziman ku ";ev aloziyên wisa ne fêdeyê dide Kurdan û ne jî PDKê, pêwîste ev alozî demildest ji holê rabe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor saziya lêkolîna jiyolojîk a Amerîkayê li Tirkiyê, îro seat 12.26 deqeyan li deryaya Egeyê erdhejek bi hêza 6.7 li gor pîvana Rêxtirê pêk hat. + +Saziya lêkolîna jiyolojîk ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ew erdhej li welatê Yonanîstanê bi hêza 7.2 û bi kurahiya 91 km pêk hatiye. + +Hat ragihandin ku xelkê bajarê Stenbolê li Tirkiyê ji ber hêzbûna erdhejê hemû daketin kolan û cadeyan. + +Xelkê bajarên Manîsa, Îzmîr, Çanakale û Balikhîsarê jî bi tundiya erdhejê hesiyan. + +Derbarê zirarên madî de heta niha ti agahî nehatine ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn derbarê nakokiyên navbera partiya wan û PYDê de hişyarî da û got ku dibe ku ";hinek van nakokiyan îstixlal bikin û karên li dijî PYDê bikin";. + +Beşar Emîn ku roja 14ê gulanê ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke çekdarî ku bi gotina wî ";ser bi PYD ve bû"; hat girtin û pişt re bo Başûrê Kurdistanê hat derkirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ewê li hundirê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan li dijî girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji aliyê PYDê ve li dar bixin";. + +Beşar Emîn ku niha li Hewlêrê dimîne, got ";Emê xwepêşandan li hundirê Rojavayê Kurdistanê bikin û eger PYDê rê nede me û rê li me bigire, wê demê emê nikaribin xortên xwe kontrol bikin, ji ber xortên me jî hene ku li ber xwe didin";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê herwiha hişyarî da û got ";Tirsa me ewe ku hinek, nakokiyên navbera me îstixlal bikin û hinek karan bikin û li ser me bê hesabkirin û PYDê jî vê yekê tefehum neke";. + +Derbarê egera berdewambûna girtin û derkirina serkirdeyên PDK-Sê de, Beşar Emîn got ";Heta niha partiya me bi berpirsyarî mamele dike, lê eger hat û zexta li ser sekirdeyên me zêdetir bibe, wê demê eger partiya me bi fermî tevlî vê meseleyê jî nebe wê merivên van serkirdeyan tevbigerin û ewê jî serkirdeyên wan bigirin û wan bi çûlê bixin. Eger bibe kuştin, ewê jî wan bikujin";. + +Beşar Emîn ku bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye, hişyariyeke tund da PYDê û wiha axivî: ";Eger ew serkirdeyekî me bikujin, merivên wî serkirdeyî wê neçin xortekî wan ê normal nekujin, lê belê ewê jî serkirdeyekî wan bikujin";. + +Li ser encamên rewşeke wiha jî, endamê polîtbîroya PDK-Sê anî ziman ku ";bi vê yekê emê her du alî hevdu tesfiye bikin û xelkin hene wê sûd û fêdê bikin û emê miletê xwe biêşînin";. + +Beşar Emîn hêvî dike ku ";PYDê li xwe vegere"; û dibêje ";Em ne qelsin, partiya me ne qelse, eger bigihe ya talî emê li ber xwe bidin. Em wan tehîdî nakin, em wan şîret dikin. Em dixwazin mesele bi biratî çareser bikin";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê tevî ku baweriya wî bi karê siyasî yê hevbeş ligel PYDê nemaye, lê ew dibêje ";em nikarin projeyek siyasî bi hev re bikin, lê em dikarin hevdu nekujin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya bajarê Amedê Gultan Kişanak ragihand ku ew bi pêşinyarkirina Pena Kurd ji helbestvanê Kurd Ebdulla Peşêw ji bo xelata Nobilê gelek serbilindin. + +Kişanak piştî pêşwazîkirina helbestvan Ebdulla Peşêw li avahiya şaredariya Amedê, ji raya giştî re got ku ewê ji bo pêşxistina wêjeya kurdî li Beyazîdê akadîmiyeke wêjeyê ya mezin ava bikin. + +Helbestvanê Kurd Ebdulla Peşêw jî ji rojnamevanan re destnîşan kir ku ";çawa Gote ji alman re, Pushkin ji rûsan, Shakespeare ji înglîzan re wek bavê wêjeya wanin, yê Kurdan jî Ehmedê Xanî bav û papîrê wêjeya Kurdan e";. + +Peşêw da zanîn ku ";Ehmedê Xanî Shakespearê Kurdan e û ew ji ber taybetmendiyên neteweyî hat kuştin û ew hemû huner û wêjeya xwe ne li koşk û qesran û bi alîkariya padîşah û împaratoran wek yên din bi pêş xistiye, tenê di mizgeftan de ewqas wêjeya kurdî mezin kiriye";. + +Rêxistina Pena Kurd helbestvan Ebdulla Peşêw ji bo xelata Nobilê pêşinyar kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hêzên asayiş û YPG, yên ser bi PYD ve, hatin û çûn qedexekirin û riyên ku tên bajar û jib bajar derdikevin jî girtin, bi hênceta ku otombîleke bombekirî derbasî bajar bûye. + +Rojnamevan Malva Elî ji bajarê Dêrikê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji demjimêr 11e ve hêzek ji asayiş û YPG ji diknadarên Dêrikê xwestin ku dikanên xwe bigirin û hatin û çûn qedexekirin bi hênceta ku zaniyarî hatine ji wan re ku otombîleke bombekirî derasî bajar bûye."; + +Elî da zanîn jî ku ";Heta niha hatin û çûn qedexeye û riyên ku tên Dêrikê û jê derdikevin jî hatine girtin."; + +Wî rojnamevanî diyar kir jî ku asayişê rewşa awarte li Dêrikê ragihandiye û hêzên asayiş û YPG li bajar belav bûne. +یهكگرتوو ئیسلامی كوردستان كو هێزا دویه ل بههدینان خو ب ركابهرێ پارتی دزانن دیاركر ب هیچ رهنگهكێ پارێزگارێ بهێت ئهو دهستههلات نابیت ئهوا پارێزگارێ نوكه ههی. +سهباح بابیری سهروكێ لیستی یهكگرتوو ئیسلامی كوردستان له دهۆك: ئهڤروو بێڤه ههمی كار دێ ب رێكا ئهنجومهنی بیت و پارێزگارێ بهێت ئهو دهستههلات نابیت ئهوان پارێزگاری نوكه ههی. +ژبهرنهبونا چ یاسایان تانوكه ئهنجومهنی پارێزگههێ یێ بێ دهستههلات بوو، ههتا نوكه پارێزگارێ دهۆك ب دهستههلاتهكا بهرفره كاركریه، ئهندامهكێ پارتی بو ئهنجومهنێ پارێزگهها ژلا دخازیت ئهوان ژی دهستههلات ههبیت. +ئهحمهد ئوزمانی: خهلكی دهنگ داینه مه، لهورا دڤێت مهژی دهستههلات ههبیت. +وهلاتی دگهل هندێ دانه پارێزگاری بهێت ل دیف یاسایێن ئهنجومهنێ كاربكهت، داكو كار بو ههمیان بهێنه كرن. +هاونیشتیمانی: دڤێت پارێزگارێ بهێت وهكێ یێ نوكه نهبیت، كهس نهشێت ببینیت. +ل سهجهمێ 28 كورسێن پارێزگهها دهۆك پارتی 19 كورسی دگهل دوو كوتایا برینه، لایهنێن دن ژی 7 كورسی ب دهستخستنه. + +Duhok (Rûdaw)- Di hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê de, nazmeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Necîbe Necîb li ser asta parêzgeha Duhokê hejmara herî zêde ya dengan bi dest xist. + +Necîbe Necîb di van hilbijartinan de 29 hezar û 468 deng bi dest xistin û li ser asata Iraqê jina sêyem bû ku hejmara herî zêde ya dengan bi dest xistiye. + +Necîbe Necîb dibêje ku piraniya kesên ku deng dane wê zilam bûn. + +Gelek kes civaka Duhokê wek civaka eşîret û girtî dibînin ku rê li rola jinan digire, lê encamên hilbijartinên 30ê nîsan û berî wê yên 21ê îlonê berûvajî vê yekê nîşan didin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê diyar kir ku biryara kurdan di destê kurdan de ye û wiha got: ";Eger Bexda dixwaze em bi hev re kar bikin divê girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye."; Felah Mistefa, li hember helwesta Amerîka derbarê firotina nefta Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da û got, bila Amerîka xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ya baş ew e ku li hember vê mijarê bêdeng bimîne. + +Nefta Herêma Kurdistanê ya ku bi rêya boriya nû ya navbera Kurdistan û Tirkiyê de hatiye kişandin û li bendera Cêyhanê ya Tirkiyê tê imbarkirin, roja 22ê Gulana îsal bi fermî derbasî bazarên cîhanê bû û hat firotin. + +Her weke ku dihat hêvîkirin, hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û heta ji ber xatirê firotina nefta Kurdistanê, li dijî Tirkiyê jî doz vekir. Amerîka jî piştevaniya Bexdayê kir û ragihand, ji ber ku hinartin û firotina nefta Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Iraqê hatiye kirin, ew piştgirî nakin. + +Li ser vê mijarê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji malpera fermî ya PDKê re axivî û got ku wan bi awayekî eşkere ji Bexda û cîhanê re gotine ";eger hûn dixwazin em bimînin û bi hev re kar bikin wê demê divê hûn girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye û ti kes nikare tenê li navendekî her biryarekî bide û paşeroja Kurdistanê jî bikdeve destê kesên nekurd."; + +Felah Mistefa, anî ziman ku kurd bi destê xwe biryara xwe dide û li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê wiha got: ";Em hêvîdar in Amerîka hevkêşeyên siyasî fêm bike û xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û alîgiriya ti aliyekî neke."; + +Mistefa destnîşan kir ku eger Amerîka li hember vê bûyerê bêdeng be baştir dibe û wiha axivî: ";Ji ber ku vî karê ku em dikin li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û nabe em li bendê bin ku hinekî din ji me re bêjin ev baş e yan xelet e."; + +Felah Mistefa, ku di heman demê de endamê şanda Herêma Kurdistanê di serdana Barzanî ya Ewropayê de ye, da zanîn ku welatên Ewropa wisa li Herêma Kurdistanê dinêrin ku kariye bi awayekî serkeftî siyaseta petrolê bide meşandin û di vê baweriyê de ne ku Kurdistana ku berê nedikarî dilopek neft derbixe niha dikare neftê derbixe û bişîne derve û bibe cihê baweriya bazarên neft û enerjiyê. + +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, dîsa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, helbet em hurmeta Amerîka digirin lê karê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye di çarçoveya destûr û qanûnê de bûye û êdî em nikarin sebir bikin û dinya jî vê dizane ku mafê me heye em vî karî bikin. + +Li ser helwesta hikûmeta Iraqê jî, Felah Mistefa got, emê yan bibin şirîkê rastî li Iraqê yan jî divê em li benda pêwendiyên nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de bin. Yan divê rêyek din were dîtin yan jî êdî emê nebin beşek ji Iraqê. + +Amed (Rûdaw) - Endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi hinceta ku li Başûr asayîşê avêtiye ser navendên saziyên nêzîkî PKK'ê, li Amedê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. +Çalakî li ber buroya Platforma Demokratên Kurd pêk hat. +Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut li ser navê çalakgeran axivî û PDK'ê şermezar kir û PDK bi zirardayîna kurdan tohmetbar kir. +Platforma Demokratên Kurd jî bi daxuyaniyeke nivîskî protestoya BDP'ê şermezar kir. +Platformê diyar kir ku pankart û dowîzên BDP'ê xizmeta yekitiya kurdan nakin û ew bi sorkirina şerê birakujiyê sûcdar kirin. + +Mehabad (Rûdaw) – Dadgeha şoreşê ya bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, bi hêceta ku alîkariya partiyeke siyasî ya rojhilatî kiriye 9 meh cezayê girtinê da welatiyê bi navê Rehmet Heseniyan. +Li gorî agahiyên Rûdawê, welatiyê bi navê Rehmet Heseniyan, ku du sal berê û bi tohmeta ku alîkarî daye partiyeke siyasî ya kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên îttilaatê ve hatibû girtin. +Li gorî agahiyên yek ji xizmên Rehmet, ew di dema girtinê de hatibû êşkencekirin. +Rehmet Heseniyan ku du sal berê ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mehabadê ve bi kefalet hatibû berdan, lê di rûniştina dawî ya dadgehê de ku meha Newroza îsal pêk hat, bi 9 meh cezayê girtinê hat mehkûmkirin. +Hat zanîn, ew welatiyê kurd niha di zîndana bajarê Mehabadê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku serokê Fransayê Francois Hollande wek serokê welatekî pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê Mesûda Brzanî kir. + +Felah Mistefa ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re diyar kir ku Hollande wek serokê welatekî pêşwaziya Barzanî kir û sedema vê yekê li ";têkiliyên bi hêz û baweriya Hollande bi siyaseta hevseng a Herêma Kurdistanê"; vegerand. + +Mistefa ku di vê serdanê de hevlatiya Barzanî dike û wê îro biçin Îtalya û Vatîkanê, bal kişand ku Barzanî û Hollande di civîna xwe de sînaryoyên rewşa Iraqê gotûbêj kirin, bi taybet avakirina hikûmeta nû ya Iraqê. + +Bi gotina Mistefa, serokê Herêma Kurdistanê tekîd li ser avakirina hikûmetekê li Iraqê kir ku kar ji bo çareserkirina pirsgirêan û krîzên heyî bike. + +Felah Mistefa herwiha got ku ";Barzanî ji Hollande re tekîd kiriye ku Herêma Kurdistanê dê bibe çavkaniyeke berdewam a enerjiyê ji cîhanê re û dê vê pirsê tevlî milmilaneyên siyasî neke";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Guwêlan a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, zarokekî wendayî heye û dibêje malbata wî li cadeya Azadî li bajarê Hewlêrê ye. + +Rêveberê kampa Guwêlanê Karzan Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew zarokê Rojava navê wî Yûsif Mihemed Hemê ye û dayika wî jî navê wê Zeyneb e. + +Karzan Remezan diyar kir ku Yûsif ê 10 salî roja înê li ser rêya navbera Hewlêr û Duhokê li nêzîkî qeza Berdereşê hat dîtin û pişt re asayişa Berdereş ew gihande kampa Guwêlanê. + +Remezan got ku Yûsif şêwezarê axaftina wî wek yê xelkê herêma Kobanî ye û dibêje ku mala wî li cadeya Azadî li bajarê Hewlêrê ye. + +Rêveberê kampa Guwêlanê bang li her kesê ku Yûsif nas dike, kir ku têkiliyê bi rêveberiya kampê re bike ji bo wî radestê malbata wî bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Walîtiya Amedê ragihand ku roja 24ê gulanê xwepêşanderên ku serûçavên wan girtî bûn li navçeya Lîca Amedê, rêya Lîcê-pasûr, Amed-Çewlîk û Amed-Mûşê girtin. + +Walîtiya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku xwepêşanderan rê girtin û xelkê û otomobîlên ku derbas dibûn teftîş dikirin û dema ku hêzên ewlekariyê destêwerdan kirin ew bi molotof û bombeyên dengî bersivandin. + +Herwiha walîtiya Amedê diyar dike ku hêzên ewlekariyê bi bombeyên gaza îsûtan û ava şid bersiv dan xwepêşanderan û dema ku gule ji aliyê xwepêşanderan de hatin berdan wan jî gule berda, lê ti agahî derbarê encamên wê de heta niha nehatiye diyarkirin. + +Li aliyekî din li taxa Mogltaya bajarê Dêrsimê jî li cada Cumhuriyetê rê ji aliyê kesên serûçav girtî hatibû girtin û dema polîsan destêwerdan kirin di navbera wan û xwepêşanderan de pevçûn derket. + +Xwepêşanderan molotof avêtin otomobîlên polîsan û polîsan jî ji bo xwepêşanderan belav bikin gule berdan ezmana, lê ti agahî derbarê ziyanên madî û giyanî de nehatine ragihandin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Ji destpêka krîza Sûriyê û didema ku xwepêşandana li dijî rêjîma Sûriyê derketin, alîgirin wê jî daketin kolana û piştgiriya xwe bo Beşar Esed û rejîma wî kirin lê piştî şoreşa Sûriyê ber bi çekdarî çû xwepêşandan li her du hêla hatin rawestandin û binêzîkbûna helbijartinan alîgirin Esed careke din daketin kolana ta ku piştgiriya xwe bidin xwyanîkirin. + +Bajarê Qamişlo ew jî weke hemo bajarên Sûriyê di destpêka şoreşa Sûriyê de xwenîşandan lê derketin û alîkarî bi şoreşê re kirin lewma derxistina xwepêşandanan ji alîgirin Esad li Qamişlo hin welatî dibînin ku ew xiyanetek ji kurdan re ye. + +Heta niha hêzeke mezin ya rejîmê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistnê, bi taybetî li firokxana Qamişlo û çarkoşeya ewlekarî ku hejmarek mezin ji saziyên rêjîmê têde ne, ev zêdetirî 11 xwenîşamdan drdikeve û têde piştgiriya Esad dike û li gorî hin welatiya ew xwepêşadndan normale û ev demokrasiyê dide xuyankirin. + +Heta niha ti hêzin siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dijatiya xwe ne aniyîne ziman li ser helbijartinên Serokomarî li Sûriyê. + + +داوای گۆڕینی پۆستەکان دەکرێت لەناو ئۆرگانەکانی پارتی +دوای هەڵبژاردنەکانی 30 /4 دەنگ و داوای گۆڕین لەناو ئۆرگانەکانی پارتی درووست بووە ، بەدەیان ساڵە هەندێک لە بەرپرسانی حزبی لەناو پارتی دیموکراتی کوردستان و لە ناویشییاندا بەرپرسی لقەکان نەگۆڕاون هەروەک بەرپرسی دەزگای هەڵبژاردنی پارتی دەڵیت سەرکردایەتی پارتی بەو نزیکانە کۆبوونەوەیەک ئەنجام دەدات و باس لە ئەنجامەکانی هەڵبژاردن دەکات و دواتر بەپیی پێویست بڕیاری گۆڕینی پۆستەکان دەدرێت . + +ههر چهنده دهنگ و خواستهكا گوهرینێ ل پشتی ههلبژارتنێن 30/4 ل ناڤ ئورگانێن پارتی ههیه و ب دههان سالن هند بهرپرسێن حزبی ل ناڤ پارتی دیموكراتی كوردستان و دناڤ واندا بهپرسێن لقان هنه نههاتینه گوهارت ژبلی لێك گوهارتنا پوستان. لێ بهرپرسێ دهزگایێ ههلبژارتنێن پارتی دیاردكهت سهركردایهتیا پارتی دێ ل نێزیك كومبوونهكێ ئهنجامدهت و باسێ دهرئهنجامێن ههلبژارتنان هێته كرن و ل پشترا گورهی پێدڤیێ ژی بریارێن گوهرینان دێ هێنه دان + +دههان ساله هندهك بهرپرسێن لقێن پارتی نههاتینه گوهرین ویێن هاتینه گوهارتن ژی تنێ لێك گوهارتنا پوستانه، نهك گوهرین و دیتنا سهرۆچاڤێن نوی و پشتی ههلبژارتنێن 30-4 ژی دهنگ و خواستا گوهرینان پتر بلند بوویه. +ساونبایت: محهمهد سهعید شههی، كارگێر لق و كادری پێشكهفتیێ پارتی( بابهت ب گوهرینا بهرپرسێن لقان بتنێ چاره نینه، دڤێت پارتی نهتنێ لژنا دوفچونێ ههبیت، بهلكو دهزگهههكێ دوفچونێ ههبیت و ههلسهنگاندنێ بۆ ههمی بهرپرسێن حزبی بكهت و ههتا بهرپرسێن حكومی ژی). +بهرپرسێ پهیمانگهها گهل و سیاسهت ل دهۆكێ دبینیت گهر پاتی گوهرینان نهكهت دێ باجا زێدهتر دهت. +سهردار دوسكی: بهرپرسێ پهیمانگهها گهل و سیاسهت( ههكه خوینهكا نوی نههێته دناڤ ههمی ئورگانێن حزبی دا و لق و ناوچه ههرهوسا ب شێوهیهكی تهقلیدی كاربكهن و نهچنه ناڤ خهلكی و پارتی گوهرینێن پێدڤی نهكهن، دێ باجێن مهزنتر دهن). +پارتێن وهلاتێن پێشكهفتی پشتی ههلبژارتنان گوهریننان دكهن و دیاره پارتی ژی ل بهره ڤێ چهندێ بكهت. +خسرۆ گۆران، بهرپرسێ دهزگههێ ههلبژارتێن پارتی. +دوای ههلبژاردن سهركردایهتی كوده بێتهوه و راپۆرتی مهكتهبی هیلبژاردن دهخوێندرێت و گهنگهشه له سهر دهكرێت و دواتر ههر بریارێكی پێویستبێت بۆ ههر گوهرینێك دهدهرێت بۆ ئهوهی زیاتر بۆ ههلبژاردنهكانی داهاتوو خومان ئامادهبكهین. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku Tirkiyê di warê azadî û mafên bingehîn û pêşxistina demokrasiyê de gelek gavên li pêş avêtine. + +Şîmşek dema ku li gundê Becirmana navçeya Gercûşa bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê, pankarta navê gundê Vergîlî diguhert zimanê kurdî ku navê wê Becirman bû, ji rojnamevanan re diyar kir ku bi dehan sal li ser Kurdan siyaseta asimlasyon û helandinê hat meşandin û navên sêyeka bajar, navçe û gundên Kurdan ji bo zimanê Tirkî hatin guhertin û êdî hikûmeta AKPê ew siyaseta asimlasyonê bi dawî kir û di rêya paketa demokrasiyê re êdî gelê Kurd û hemû hemwelatiyên Tirkiyê dikarin navên gundên xwe yên berê vegerînin. + +Şîmşek got : ";Piştî ew qanûna ku hikûmeta me di parlamentoyê de pesend kir, êdî hemwelatiyên me dikarin navên bajar, navçe û gundên xwe vegerînin zimanê kurdî û zimanên navçeyî, ji xwe piştî salên 1920an navê gelek gundan bûne bi Tirkî û ev gund ku navê wê bi Tirkî kiribûn Vergîlî yanî berovajiya navê wê ya rastiye bi xwe ew gundekî seyîdane û ji serdema împaratoriya Osmaniyan de ew gund ji patçê hatibû efokirin, û navê bûbû Becirman ango bê patçe û îro piştî ku xelkê vî gundî daxwaznameyê xwe di rêya encûmena wezîran re îmzekirin, me ew nav vegerand rastiya wê";. + +Raydarên gundê Becirmanê daxwaznameya xwe îmze kirin û birin cem waliyê bajarê Êlihê û li wê derê jî îmze kirin û bi awayekî fermî navê gundê xwe guhertin û vegerandin navê berê Becirman. + +Wezîrê darayî yê Tirkiyê ku xelkê bajarê Êlihê ye, diyar kir ku ew çalakiya îro çalakiyeke sembolîke da ku rê ji hemû gelê Kurd re vebe ku êdî ew ji bo vegerandina navên deverên xwe bixebitin û biguhêrin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Beşek ji mamostayên bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li hember rewaş dibistanan nerazî ne. + +Mamostayên Seqizê dibêjin ku rêveberî û sîstema perwerde û fêrkirinê li bajêr ne li gor asta pêwîst e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta derve ya Tirkiyê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û amadehiya xwe ji bo mêvandarîkirina civîneke kurdî ya berfereh anî ziman. + +Endamê şanda ENKSê Mistefa Oso ku di civînê de amade bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berpirsên ji wezareta derve yên ku ligel wan civiyane ew agehdar kirine ku ew amade ne mêvandariya civîneke berfereh ji hemû aliyên Kurd re, di nav de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikin û tekez kirine ku ewê alîkarî û piştgiriya vî karî bikin. + +Derbarê bûyerên kuştin û îşkencekirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor de, Oso da zanîn ku şanda wan belge di vê derbarê de pêşkêşî Tirkiyê kirine û aliyê Tirkiyê soz daye ku vê mijarê bişopînin û eger her karekî ji qest hebe wê berpirsyarên wî karî ceza bikin. + +Oso got ku şanda wan Tirkiyê agehdar kiriye ku ew dixwazin pêwendiyên baş ligel Tirkiyê bikin û diyar kiriye ku ev bûyerên li ser sînor xizmeta avakirina van pêwendiyan nakin. + +Endamê şanda ENKSê aşkere kir ku wezareta derve ya Tirkiyê gotiye ewê hewil bidin deriyekî ji bo derbasbûna şandên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê vekin da ku ew şand bi ewlehî derbas bibin. + +Mistefa Oso diyar kir ku ewê pêşnyara lidarxistina civîna berfereh ya aliyên Kurd li Tirkiyê di nava ENKSê de gengeşe bikin û aşkere kir ku rayedarên wezareta derve soz dane ku nêzîk civînek ligel wezîrê derve bê amadekirin. + + +Sine (Rûdaw) - Îran bi hêceta ku sînorê navbera parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re ";bûye çavkaniya arîşeyan";, wî sînorî digire. + +Fermandeyê hêzên pasdar ên devera Şehramfer li parêzgeha Sine, Mihemed Husên Recebî, ragihand ku parêzgeha Sine 228 km sînorê hevbeş bi Herêma Kurdsitanê re heye û îdia kir, ev pişka sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûye çavkaniya arîşeyan ji bo sînorê Îranê. + +Mihemed Husên Recebî, anî ziman, ji ber wê jî wan biryar dane wî sînorî bigirin û wiha got: ";Her çiqas girtina seranserê sînor dê dirêj bike lê emê di girtina sînoran de berdewam bin heta ku ev arîşe û kêşe bi tevahî ji holê rabibin."; + +Wî rayedarê hêzên pasdarên Îranê ti agahiyek din li ser naveroka arîşeyan neda. + +Berpirsekî hêzên çekdar ên Îranê jî ragihad, di van salên dawiyê de 70 bingeh û pêgehên leşkerî li ser sînorên Îranê bi taybet li ser sînorê çiyayê Qendîlê ku hevsînor e bi Herêma Kurdistanê re, hatine çêkirin û hemû bi amûrên elektironîk ên nû tên çavdêkirin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, di encama qulibîna otomobîlekê de 2 kes mirin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, îro danê êvarê otomobîlek ji curê Land Cruiser ji çiyayê Ezmerê ket. + +Di bûyerê de 2 kes hebûn û her du jî mirin ku yek jin û yek jî mêr e lê heta niha sedema ketina otomobîlê nayê zanîn. + +Hat zanîn, jina ku di bûyerê de miriye navê wê M.Ş.M û xelka bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê û xort jî navê wî I.A. ye û ji bajarê Silêmaniyê û temenê wî 27 sal e. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, tîmên rizgarkirinê niha mijûlî derxistina otomobîlê ne û hewl didin bi rêya balafirê ji nav dolê de derbixin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, bersiva gefên Iraqê yên li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê di bazarên cîhanê de da û ragihand, hemû gefên hikûmeta Iraqê dê bêencam bimînin ji ber ku hinartina petrolê nayê sekinandin. +Du rojan piştî wê ku Iraqê ragihand, li dijî Tirkiyê bi hêceta ku rê daye hinartin û firotina nefta Kurdistanê, doz vekiriye Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva gefên Bexdayê da. +Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve hatiye nivîsandin, hatiye gotin, em hemû şîrketên petrolê piştrast dikin ku gefên Wezareta Nefta Iraqê bi ti awayekî hinartina nefta Kurdistanê bo derveyî welêt nade sekinandin. +Wezareta Çavkaniyên Sirûştî bi tundî êrişî Wezareta Nefta Iraqê dike û wê wezaretê bi binpêkirina destûra Iraqê tohmetbar dike û wiha dibêje, ";Wezareta Nefta Iraqê hikûmet û parlamentoya Iraqê dixapîne ji ber ku her dem agahiyên xelet li ser sirûştî û rêjeya nefta hinartî ya Kurdistanê dide hikûmetê."; +Hinartin û firotina nefta Kurdistanê roja 22ê Gulana îsal dest pê kir. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî ragihand, zêdebarî hebûna nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê firotina nefta Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de dest pêkir. +Hikûmeta Iraqê beriya ku firotina nefta Kurdistanê dest pêbike, gefa wê xwaribû ku eger nefta Kurdistanê bêyî rizamendiya Bexdayê were firotin dê encamên xirab bi xwe re bîne. Iraqê her wiha ragihand ku li dijî Tirkiyê doz vekiriye bi hêceta ku rê daye nefta Kurdistanê bo derve were hinartin. +Li gorî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, ew doza ku Wezareta Nefta Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye dê bibe gefek li ser pêwendiyên Iraq û şîrketên cîhanî yên petrolê her wiha dê zirarê bide pêwendiyên dîplomatîk ên Iraqê li hemû cîhanê û şiyana hinartina nefta Iraqê jî dixe bin metirsiyê. + +Amed (Rûdaw) - Lêkolîner û nivîskarê kurd û xwarziyê Apê Mûsa, Orhan Mîroglu destnîşan kir ku ti şika wî ji peşeroja pêvajoya aştî çareseriyê tine, bila tenê bila her du aliyên pêvajoya çerasiyê niyeta xwe neguherînin, pêvajo dê dewam bike. + +Orhan Mîroglu derheqê pêvajoya çareseriyê de daxuyanîda nûçegihana AAyê ûgotku divê xebatên xurtkirina têkiliyêntirk û kurdanên dîrokîdewam bikin. + +Mîrogluwiha got: "Ti şika minji peşeroja pêvajoya çareseriyêtine. Bi tenê bilaher du aliyên pêvajoya çerasiyê niyeta xwe neguherînin,pêvajo dê dewam bike.Ti îhtimalaAK Partiyê ya niyetguhertinêtine ye.Heke desthilat ne di destê AK Partiyê de be, pêvajoya çareseriyê dê bikeve talukeyê. Di pêvajoyekewisade jî îhtimala kuPKK ji nû ve dest bi şer bike zeyîf e." + +Nivîskar û lêkolîner Orhan Mîroglu destnîşan kir ku ew wek hin nirxandinên reşbînî yên der heqê pêvajoya çareseriyê de nafikireû wiha dewam kir: "Sedema parvenekirina hin reşbiniyan ên minev e ku agahî û tecrûbeyên min ne teorîk in.Yê ku me ji çepgirên Tirk, ji lîberalan û ji mihafezekarên îslamî vediqetîne jî ev e.Ez bi hevalên xwe yêntirk re dibêjim 'jı halên kesên ketî, tenê yên ketî fêm dike.' Gelê kurd ji ser xanî ketiye. Ji bovê divê pêvajo bi vî awayîbê nirxandin." + +Mîroglu got ku hin daxwaz bi rêya siyasetê ve tên bidestxistin ûwiha dewam kir:"Bi hêza çek û tundiyê yali ser maseya muzakereyê ve serkeftin bi dest nakeve.Ti desthilat nikare li berdaxwaza gel ya perwerdeya zimanê zikmakî bisekine. AK Partî di 12 salên pêvajoya çareseriyê de ev gav avêtin." + +Wî nivîskarê kurd her wiha diyar kir ku muxatabên pêvajoya çareseriyê jî îradeya xwe nîşan dan lê saziyên kurd qasî Ocalan bi têra xwe bibiryar nebûn û wiha got: "Eger saziyên kurd jî qasî Ocalan xwedî li pêvajoya çareseriyê derketana, siyaseta kurd û ciwanên bi wan re tevdigerin dê ev qas reşbînî nebûna." + +Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke sivîl li Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye nêzîkî 220 hezar kesî. + +Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) eşkere kir ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 220 hezar û 787 kesan ku 56% ji wan li nav kampan de dimînin û 44% jî li nav bajaran de dijîn. + +Birêvebirê rêxistina CDOê, Eta Mihemed got ku 9 kampên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê hene ku di nav wan de Domîz kampa herî mezin e ku 58 hezar û 500 penaberên Sûriyê li xwe digre. + +Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, nêzîkî 9 milyon kes li Sûriyê neçar mane ji ber şer cih û warên xwe biterikînin ku 6 milyon jê li nav Sûriyê de û 3 milyon jî li derveyî welat bûne penaber. + +Dihok (Rûdaw)- Duniya, ew jina temen 15 salî bû ku piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan tê kuştin. + +Li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, roja 22.05.2014, Dunya ya 15 salî telefona dayika xwe kir û jê re got: ";Werin bi min ve, li vê de şere. Em ji Dihokê ber bi Kelekçî ve birêketin, lê berî em bigihin, hevjînê wê telefon kir û got ligel Duniya bi axivin, Duniya pirsiyara bavê xwe kir, min jî got bavê te nexweşe û li nexweşxanê ye. Ev gotinên Dunjiya yên dawî bûn!."; + +Duniya bi awayekî hovane li ser destê hevjînê xwe hat aşkence kirin û kuştin, li gor ku hatiye belav kirin jî, piştî ku Dniya tê kiuştin ";Parçeyên hestiyar ji laşê wê bi kêrê ji aliyê hevjînê wê ve tên jêkirin û wê bi pişta otombîlekê ve dikin û termê wê dikşînin"; lê malbata hevjînê Duniya van gotinan red dikin. + +Mehdiye Mistefa, jina ku termê Duniya şiştibû ji Rûdawê aşkere kir ku dema wê termê jina 15 salî şişt dît ku ";Her du destên wê şikestî bûn, goştê li ser hestiyên wê nemabû, hestiyên wê dikirin xire xir û cihê guleyan di pişta wê de diyar bû."; + +Hênceta ku Duniya bi vî awayî hatiye kuştin ji aliyê hevjînê xwe ve ewe ku têkiliyên wê bi xortekî re hebûn û 4 kesan ji malbata hevjînê wê ew xort li cem Duniya dîtine, li gor gotinên malbata hevjînê Duniya, lê dayika wê got: ";Çawa kesek çûye cem keça min, di demekê de ku malbata wan 17 kesin li malê û derdora wan jî hemû malên mirovên hevjînê wê ne?, çawa wan her 4 kesan ew kur dîtin li cem keça min û ji destên wan rizgar bû? Gelo çima ew negirtin?"; + +Berpirsê ragihandinê li rêveberiya polîsên Dihokê, Birîndar Hemîd ji Rûdawê re da zanîn ku: ";Wî zilamî hevjîna xwe li derveyî komelgeha Kelekçî kuştiye û heta niha ew reviyaye û cihê wî nexuyaye bê xwe li ku veşartiye, fermana girtina wî hatiye dayîn."; + +Dema ku me serdana malbata Duniya kir û ligel bavê wê axivîn, çendîn car telefona bavê Duniya lê dida û piştî ku telefon digirt digot ku ew filan axa bû yan kurê filan axayî bû ";Hemûyan dixwest lihevhatina eşîtî bê kirin"; lê got: ";Bila bi belgeh piştrast bikin ku keça min bêrewişt bû, ez dê gerdena wan azad bikim, eger na ez gerdena wan azad nakim û li wan nabûrim."; + +Li gor amarên rêveberiya tundûtîjiyê li dijî jinan, di her 3 mehên yekem ji sala 2014an de 11 li Kurdistanê hatine kuştin. + + +Herwlêr (Rûdaw)-Parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî dibêje ku wê navendên dengdanê bo hilbijartinên serokomarî li Sûriyê, li deverên Jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG), baskê leşkerî yê PYD, de tên danîn û aşkere kir ku hin xal jî bo vê mebestî hatin diyarkirin. +Malpera breakingnews, ku nêzîkî rejîma Sûriyêye,li ser zarê parêzgarê Hesekê veguhest ku 757 navendên hilbijartinên serokatiya Sûriyê li Parêzgeha Hesekê hatine destnîşankirin. +Roja 3ê meha bê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê tên encamdan, ji bilî Beşar Esed du kandîdên din hevrikiyê li ser bidestxistina vê postê dikin. +Li gor daxuyaniya parêzgar Mihemed Zeal Elî: ";Ew navend li pirraniya bajar û bajarokên parêzgehê belavkirî ne."; +Parêzgarê Hesekê daye zanîn ku sendoqên hilbijartinan li pirraniya deverên Parêzgehê hatine belavkirin û tenê ew deverên di jêr kontrola DAIŞ de hatine bêbeşkirin. +Zeal el-Elî diyar kiriye ku ew deverên di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê de deverên aram in û tekez kiriye ku sendoq li wan deveran wê bên danîn. +Elî herwiha aşker kiriye ku ew ligel hejmarek ji rêxistin û partiyên siyasî li Herêmê civiya ye û wan aliyan xwestine ku beşdarî van hilbijartinan bibin. +Zeal Elî herwiha aşkere kiriyekuwan aliyan ji wî re tekez kiriye ku ew van hilbijartinan asteng nakin belku ewê kar bikin ku wan bi taybetî li deverên bakur û rojavayê parêzgeha Hesekê, ku di jêr kontrola YPGê de ne biser bixin û herwiha ji wî re tekez kirine ku hilbijarin mafê her hemwelatiyekî ye ku bixwaze beşdarî wan bibe. +Roja 20 vê gulanê, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cezîrê Ekrem Hiso ji ajansa Asiya ya nûçeyan re ragihandibû ku Rêveberiya xweser beşek ji Sûriyê ye û ji mafê her hemwelatiyekî ye ku beşdarî hilbijartinên serokomarî bibe û tekez kiribû ku ew weke rêveberiya demokrat li pêş beşdariya di hilbijartinan de na rawestin. +Berî niha, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê Baykot bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku, Tirkiyê di warê azadî û mafên bingehîn û pêşxistina demokrasiyê de gelek gavên li pêş avêtine. + +Şîmşek dema ku li gundê Becirmana navçeya Gercûşa bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê de, pankarta navê gundê Vergîlî diguhart zimanê kurdîku navê wê Becirman bû, ji çapemeniyê re diyar kir ku, bi dehan sal li ser kurdan siyaseta asimlasyon û helandinê hat meşandin û navên sêyeka bajar, navçe û gundên kurdan ji bo zimanê Tirkî hatin guhartin, û êdî hikûmeta AKPê ew siyaseta asimlasyonê bi dawî kir, û di riya paketa demokrasiyê êdî gelê kurd û hemû welatiyên Tirkiyê dikarin navên gundên xwe yên berê vegerînin. + +Şîmşek got: ";Piştî ew qanûna ku hikûmeta me di perlemana Tirkiyê de pesend kir, êdî welatiyên me dikarin navên bajar, navçe û gundên xwe vegerînin zimanê kurdî û zimanên navçeyî, ji xwe piştî salên 1920an de navê gelek gundan bûne bi Tirkî, û ev gund ku navê wê bi Tirkî kiribûnVergîlî yanî berovajiya navê wê ya rastîye,bi xwe ew gundekî seyîdane û ji serdema împaratoriya Osmaniyan ew gund ji patçê hatibû efo kirin, û navê bûbûBecirman ango bê patçe û îro piştî ku xelkê vî gundî daxwaznameyê xwe di riya encûmena wezîran de îmze kirin,me ew nav vegerand rastiya wê";. + +Raydarên gundê Becirmanê daxwaznameya xwe îmze kirin û birin cem waliyê bajarê Êlihê û li wêderê jî îmze kirin, û bi awayekî fermî navê gundê xwe guhartin û vegerandin navê berê Becîrman. + +Wezîrê darayiya Tirkiyê ku xelkê bajarê Êlihê ye, diyar kir ku, ew çalakiya îro çalakiyeke sembolîke, da ku rê ji hemû gelê kurd re vebe ku êdî ew ji bo vegerandina navên deverên xwe de bixebitin û biguhêrin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî got ku niha rewş gelek başe bo bidestxitina destkeftên din ên gelê Kurd. + +Di peyamekê bi helkefta 38emîn salvegera şoreşa Gulanê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ";Em dê berdewamin li ser xebata xwe bo bidestxistina destkeftên din, ji ber ku niha rewş gelek başe."; + +Barzanî da zanîn jî ku ";Niha miletê me li pêş derfeteke dîrokî mezin e û ev derfet erkê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê girantir dike, pêwîste bo parastina maf û berjewendiyên neteweya me, yekrêzî, yekdengî û yek helwestiya hêzên siyasî yên Kurd bihêztir bikin."; + +Serok Herêma Kurdistanê bi pêwsît da zanîn ku aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê ";Bi perpirsiyarî gavan biavêjin da ku ligel hemû aliyan Kurdistanê pêş bixin û rê nedin ne tenê ji van destkeftan paşkevin, lê pêwîste bihêz kar û xebata pêkveyî encam bidin bo bidestxitina destkeftêmn mezintir bo gelê me."; + +Herwiha Barzanî daxwaz ji hemû pêhatên neteweyî, olî, mezhebî û aliyên siyasî ku ";Di astê berpirsiyariya xwe ya dîrokî de bin û bi yek helwest bergirî li wan destkeftan bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê dibe û behsa qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê dike. + +Serokê frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna roja Çarşerma bê ye Parlamentoya Kurdistanê dibe."; + +Herwiha Omêd Xoşnaw da zanîn ku di civînê de wê Barzanî ";Behsa qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê bike."; + +Serokê frakisyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê amaje kir ku beşdariya Serokweîzrê Herêma Kurdistanê di civîna parlamentoyê de li ser daxwaza wî ye. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji bo şermezarkirina kuştin û serjêkirina ciwanê Kurd ê bi navê Mihemed Mihemed, xwepêşandaneke berfereh li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de hemû alî û hêzên siyasî û rêxistinên sivîl û pêkhateyên civakî beşdar bûn û siloganên li dijî kuştina Mihemed û li dijî çekdarên DAÎŞê hatin bilindkirin. + +Mihemed ku ji ber îhanetkirina jinên ku ligel wî di otombîlê de bûn, tehmul nekir, ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hat kuştin û serjêkirin. Ji ber vê yekê jî jin û keçên Kobanî bi awayekî berçav tevlî xwepêşandanê bûn. + +Roja înê ya borî li nêzîkî bajarokê Şiyûx li rojavayê Kobanî, Mihemed ji aliyê çekdarên tundew yên DAÎŞê hat kuştin û pişt re serjêkirin. + +خەلكێ دهۆكێ زێدەتر چاڤەرێ پێك ئینانا حكومەتا هەرێماكوردستانێ نە ژ حكومەتا عیراقێ هەرچەندە خوە نابینن بێ ماف ژحكومەتا بەغدا بەلێ ئەو چاڤەریا چەندین سالا ل حكومەتێن بەغدادكر بێ ئەنجام قەلەم ددەن................. +1.خالد ئەحمەد : روژنامەڤان +هەرچەندە خەلك ژ هند كەموكورێن ل ناڤا حكومەتا هەرێما كوردستانێ دیتنە لێ خوە بێ هیڤی نابینن ژ چاكسازێن حكومەتا هەرێما كوردستانێ ............ +2.مستەفا نەعمان: خوانیشتیمانی +یاكو دهیتەگوتن و كرن نەئیكە كوراد بەختێن سپی دگەل حكومەتێن عیراقێ نەێن كەڤ و نەێن نوی ............ +3. عەلی عەونی ئەندامێ سەركردایەتیا پارتی دیموكراتی كوردستان +خەلكی دەڤەرا بادینا وەسا دبینن كو ئەڤ قۆناغا نوگە گەلێ عیراقێ تێدا دەربازدبیت چ ژ سیاسەتا جارانەهاتیەگورین بتنێ سەروچاڤێن كەسا نەبن لەورا هیڤێن دەستڤە ئینانا مافێن خوە ژ حكومەت و پەرلەمانێ كوردستانێ دپرسن. + + +Hesekê (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku hîn di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye, ava vexwarinê her 4 rojan bi tenê 2 saetan tê. + +Xelkê bajêr her çar rojan li benda van du saetan dimînin ji bo ku ava xwe ya pêwîst dagirin û karên male pê bikin. + +Ava bajarê Hesekê ji bajarê Serêkaniyê tê ku li wir 30 bîrên avê hatine kolandin, lê rejîmê tenê 17 bîr bikar anîne û 13 bîrên din nayên bikaranîn, hênceta wan jî ewe ku mazota pêwîst tine. + +Bi hatina demsala havînê gemar zêdetir dibe û divê mirov rojane serê xwe bişoyî, lê li gorî hemwelatiyên bajêr dibêjin, ji ber kêmiya avê ew di heftiyê de bi tenê carekê serê xwe dişon. + +Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê roj bi roj xwendinakurdî zêdetir dibe. Ji bo pêşxistin û geşkirina kurdî jî gellek sazî hewl û xebatên xwe didomînin. di navbera salekê de digel kursên taybet gellek sazî û zanîngeh jî êdî perwerda kurdî didin. + +Ji wan saziyan yek jî Komeleya Çand û Piştgiriya Kurdî ya Enqerê (KURD-DER) e. KURD-DER tevî kêmasiyan di warê perwerdeya kurdî de rastî elaqeyek gellek mezin dihêt û di dewreyên perwerdaya vê komeleyêde gellek kes perwerda kurdî dibînin. + +KURD-DERê dewreya xwe ya biharê temam kir û xwendekarên vê dewreyêê sertîfîkayên xwe standin…. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanên k u li gundê Kirikdarê yê navçeya Lîceyê ya Amedê li dijî operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê çalakî lidarxistibûn,rastî mudaxeleya leşkeran hatin û pevçûnan careke din dest pê kir. + +li gorî DÎHDAyê, welatiyên ku du rojin li navçeya Lîceyê ya Amedê li dijî tevgera leşkeran û çêkirina qereqol û qeleqolan çalakiyan li dar dixin, rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. + +Şeva din li gundê Kirikdarê ciwanan li ser rêya navbera Amed-Çewlikê xalên kontrolê danîn û serê sibê jî leşker û bi dehan wesayîtên leşkerî hatin gund û êrîşî ciwanan kirin. + +Ciwanan li hemberî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û ava şid bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva dan. + +Hat ragihandin ku piştî pevçûnê leşkeran gund dorpêç kir. Ciwanên ku ev yek ferq kirin li girên bilind bi cîh bûn û destûr nedan leşker nêzîî gund bibin. + +Hat zanîn ku pevçûnan di navbera leşker û ciwanan de berdewam dike û rêya Amed-Çewlikê jî ji duh ve ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û nahêlin yek otomobîl jî derbas bibe. + +Welatiyên li gundê Derkê jî sekna xwe didomînin. + +Rêya navbera Amed û Çewlikê hatiye girtin +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê car din li ser berdewamiya hinartin û firotina nefta Kurdistanê li bazarên cîhanê de tekez kir û ragihand, dê bi wergirtina deyin ji hinek bankên navdewletî û pereyê neftê mûçeyên karmendan were dayîn. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro li Hewlêrê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, Herêma Kurdistanê dê li ser firtona nefta xwe berdewam be û wiha got: ";Lê pişka ku niha tê firotin têra dabînkirina pêdiviyan nake lewma divê rojane 400 hezar heta 500 hezar bermîl were hinartin."; + +Sefîn Dizeyî, diyar kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya vê dawiyê ya Ewropayê de bi hinek navendên darayî û bankên navdewletî re gotûbêj kiriye bona wergirtina deyin da ku hikûmet bikaribe bi vî deyinî û pereyê neftê mûçeyên karmendan bide. + +Ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrola Kurdistanê bo derve, ev çend meh in hikûmeta Iraqê bûdce û mûçeyên karmendên Kurdistanê qut kiriye ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend meh in bixwe mûçeyên karmendan dabîn dike. + +Berdevkê hikûmetê her wiha anî ziman ku Hewlêrê pişta xwe bi îradeya gelê Herêma Kurdistanê ve girêdide û ti carî serê xwe li ber biryarên Bexdayê natewîne û dê li ser hinartina nefta xwe jî berdewam be. Helbet hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem alîgirê çareseriya aştiyane ya arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser hinartina petrolê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo cara yekemîn, vê pêncşemê Kurd, Azerî û Ermeniyên bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re ji bo Gola Ormiyê bimeşin. + +Navenda Kurmanc li zanîngehên Ormiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja pêncşemê wê Kurd, Azerî û Ermeniyên Ormiyê bi hev re li ber deriyê parêzgariya Ormiyê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dar bixin û tê de wê bixwazin ku bi awayekî lezgîn kar ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê were kirin. + +Di daxuyaniyê de bang li xelkê hatiye kirin ku nabe dijatiya hev bikin ji ber ku Ormiyê bajarê wan her sê pêkhateyan e. + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ewê kar bikin ji bo aştiya navbera Kurd, Azerî û Ermeniyên Ormiyê heta ku bi hev re bikaribin hikûmetê neçar bikin ku Gola Ormiyê rizgar bike. + +Di dawya daxuyaniya Navenda Kurmanc de bi her sê zimanên kurdî, azerî û ermenî spasiya hemwelatiyên Ormiyê hatiye kirin û tekez dike ku Gola Ormiyê ya her sê pêkhateyan e. + +Di rojên borî de saziyên jîngeparêzên Ormiyê li Rohilatê Kurdistanê ragihandin ku êdî Gola Ormiyê bi temamî zuha bûye û divê ji bo rizgarkirina wê kar were kirin, ji ber ku jiyana xelkê 5 parêzgehan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikeve metirsiyê. + +Ev cara yekemîne ku her sê pêkhateyên Ormiyê wate Kurd, Azerî û Ermenî bi awayekî hevgirtî xwepêşandanê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê roja 3yê hezîranê li hemû navçeyên di bin kontrola hêzên rejîmê de birêvebiçin, ji wan parêzgeha Hesekê ku hejmara herî mezin a Kurdan tê de niştecî ne. + +Li gor raporteke televizyona Sema ya nêzîkî rejîma Sûriyê, li parêzgeha Hesekê ya ku di dawiya meha çile ya borî de rêveberiyeke xweseriya demokratîk ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve tê de hatiye ragihandin, wê 757 navendên dengdanê bên vekirin. + +Di raporta wê televizyonê de ku li bajarê Amûdê hatiye amadekirin, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de diaxife û dibêje ku ";rêveberiya xweseriya demokratîk beşek ji Sûriyê ye û mafê her hemwelatiyekî Sûriyê heye ku çalakiyên xwe di navçeyên vê rêveberiyê de li dar bixe";. + +Ekrem Hiso herwiha diyar dike ku wan di rêveberiya xweseriyê de ";hêvî dikir ku lihevkirinek di navbera pêkhateyên siyasî de hebe berî ku hilbijartin çêbibin";. + +Cîgirê serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Hisên Ezam jî di heman raportê de diaxife tekîd dike ku ";wek rêveberiya xweseriya demokratîk ewê ji kesî nexwazin ku biçin deng bide yan na, lê mafê her hemwelatiyekî heye ku tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bi kar bîne";. + +Roja yekşemê ya borî, parlamenterê Kurd Omer Osê ji rojnameya el-Weten a nêzîkî rejîma Sûriyê re ragihandibû ku ";ew ligel berpirsên rêveberiya xweseriya demokratîk rêkftine ji bo ku sindoqên dengdanê li navçeyan di bin kontrola wan de bên danîn";. + +Osê ku vê dawiyê bi serdanekê hatibû bajarê Qamişlo, derbarê helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de ku biryar daye hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike, dibêje ku ";ew biryar ti bandorekê li ser cadeya kurdî û beşdariya di hilbijartinan de nake";. + +Bi vê yekê jî tekîd dibe ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li piraniya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê wê birêvebiçin, bi taybet li bajarê Qamişlo ku çend navend ji bo dengdanê hatine destnîşankirin, wek ofîs û baregehên Partiya Baes û avahiya şaredariyê. + +Li parêzgeha Helebê jî ku li her du herêmên Kobanî û Efrînê rêveberiyek bi heman awayî ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, parêzgarê Helebê Mihemed Wehîd aşkere dike ku ";Kurdên li Efrîn û Kobanî wê li her du bajarokên Nubil û Zehraa li bakurê Helebê dengên xwe bikar bînin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya bajarê Amedê Gultan Kişanak ragihand ku hikûmeta Tirkiyê li ser mijarên Sûriyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nîqaşê nake û naxwaze Kurdan têxe nav proseya çareseriya krîza Sûriyê. + +Kişanak di foruma ku Tora al-Jazeera li paytexta Qeter Dewhayê derbarê ";siyaseta Tirkiyê û bandore wê li ser herêmê"; de çêkiriye diyar got ku ";gelê Kurd êdî nema dixwaze sînorên nû çêbike û li ser mijarên sînoran siyasetê bike, ew dixwaze bi gelên herêmê re jiyaneke nû li dar bixîne";. + +Gultan kişanak destnîşan kir ku ";siyaseta Tirkiyê li Sûriyê li dijî gelê Kurd e û ev bûyerên ku li ser sînora Tirkiyê û Rojava diqewimin û Kurd tê jiyana xwe ji dest didin, li ber çavane";. + +Hevseroka şaredariya bajarê Amedê da zanîn ku ";pêwîte hikûmeta AKPê û her kes bizanibe ku ew asta ku Kurd li her derê gihiştiye û statoyên ku bidest xistiye nema jê vedigere yan jî dev jê berdide";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li deryaya Egeyê erdhejek pêk hat. + +Navenda jiylojîk a Tirkiyê ragihand ku îro serê sibhê dora saet 3.15 deqe erdhejek bi tundiya 4.1 pile li gor pîvana Rîxterê li Wanê û derdora wê pêk hat. + +Herwiha li deryaya Egeyê li Tirkiyê jî saet 12.30 şevê û bi tundiya dîsa 4.1 pile li gor pîvana Rêxterê, Erdhejek pêk hat. + +Li gor medyaya Tirkiyê û agahiyên ku hatine belavkirin, heta niha derbarê ziyanên madî û giyanî de ti rewşên nerênî nehatine belav kirin. + +Roja 25 gulanê û bi tundiya 6.5 pile li deryayê Egeyê erdhejek pêk hat û bajarên Steebol, Çalakale, Îzmîr û Balikhisarê hejiya, lê jibilî birîndaran û ziyanên madî ti kesî jiyana xwe ji dest neda. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê çarşemê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Parlamentoya Kurdistanê bibe û behsa krîza darayî ya Başûrê Kurdistanê bike. + +Serokê frakisyona Tevgera Gorranê Rabûn Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku mijara sereke ya civîna sibê ya parlamentoyê wê krîza aborî li Kurdistanê û pirsgirêka budceyê li Başûrê Kurdistanê be. + +Meirûf diyar kir ku komîteya darayî ya parlamentoyê raporteke têr û tije derbarê vê meselê de amade kiriye ku bi giştî pirsên sereke yên xelkê Kurdistanê û parlamenteran li xwe digire. + +Serokê frakisyona Gorranê herwiha got ku ";ew raport gihiştiye Nêçîrvan Barzanî û dê hewl bide daxuyaniyê derbarê pirsên giştî yên xelkê Kurdistanê de bide parlamenteran";. + +Ji aliyê xwe ve, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";amadebûna Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser xwesteka xwe bû";. + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Festivala helbestan ya navdewletî li bajarê Mêrdîn li Bakurê Kurdistanê birêve çû, beşdarbûyan jî dan xuyakirin ku Mêrdîn bajarê helbestvanan e. + +Di Festivala helbestan ya navdewletî çendîn helbestvan û ji 5 neteweyên cuda beşdar bûn, ku tê de dan xuyakirin ku Mêrdîn bajarê Helbestvanan e lewma bi bi heman navî jî hatiye naskirin. + +Herwiha xwendekarên beşa zimanê Kurdî jî li zanîngeha Artuklu beşdarî Festivala helbestan ya navdewletî li Mêrdînê bûn. + +Xwendekarên beşa zimanê Kurdî dan zanîn ku beşdariya wan di festival de tê wateya karîna wan bo geşkirina zimanê Kurdî. + + +Şingal (Rûdaw)- Piştî 10 salajn ji azadiya raderbirînê li cem xelkên Şingalê, heta vê gavê zimanê Kurdî di helkeftên fermî û nefermî de nayê bikar anîn. + +Li Şingalê piraniya belavokên mîna rojname û govar heta danûstandinên li ser torên civakî jî zimanê Erebî bikar tînin, vê yekê jî wek paşmayên bandora 35 salên bierebkirinê didin zanîn. + +Di vê barê de pisporê di warê zimanê Kurdî de, Seîd Cerdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Dibe ku 35 salên bierebkirina navçeyê hê bandora wê bitemamî neçûbe, lê nifşê nû li Şingal ku bi zaimanê Kurdî li dibistanan dixwînin dê navçeyê ber bi çanda Kurdî ve bibin."; + +Niha 35 hezar xwendekar li dibistanên Kurdî li şingalê hene herwiha berpirsê ragihandina perwerdeya Kurdî li Şingalê, Xelef Hecî Mihehem dibêje: ";Niha 8 hezar kes beşdarî proseya jinavbirina nexwendewariyê bûne, lê hikûmeta Iraqê dergeh ji xelkên nexwedewar re vekirin ku bi ziamanê Erebî bixwînin herwiha pereyan jî li himber vê yekê ji hikûmetê werdigirin."; + +3ê bingehln rewşenbîriyê yên Kurdî li Şingalê hene, lê hemû belavokên wan bi zimanê Erebî ne, ji bilî ku danûstandin û nivîsîna li ser torên civakî jî bi Erebî ye, tenê du radyoyê er bi PDK û YNK ve hene ku pexşa wan bi zaimanê Kurdî ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurukçû berî du rojan ji raya giştî re ragihand ku pêşinyariyeke xurt heye ku hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û seroka Partiya Bindestên Sosyalîst Fîgen Yukeskdag (ESP) bibin hevserokên HDPê. + +Li gor nûçeyên ku li medyaya Tirkiyê tê belavkirin, hevserokê BDPê Demîrtaş qebûl kiriye ku di 22yê hezîranê de dema lidarxistina kongreya HDPê bibe hevserok, lê biryara dawiyê wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bê dayîn ku îhtîmala mezin li gor daxuyaniyên wê şandê, dê di dawiya vê heftiyê serdan pêk were. + +Herwiha tê gotin ku wê hevdîtina bi Ocalan re raman û biryarên wî derbarê her du kongreyên partiyên HDPê di 22yê hezîranê û ya BDPê di 8yê hezîranê de bên girtin ku îhtîmala mezin wê hevserokê BDPê li dewsa Demîrtaş û Gultan Kişanak ku bûye hevseroka şaredariya Amedê, ji kesên ne parlamenter bên destnîşankirin û navê BDPê bibe Partiya Herêmên Demokratîk. + +Dîsa li gor malperên nêzîkî BDPê wê serokê berê yê şaredariya bajarê Amedê Osman Baydemîr bibe serokê Kongira Civakên Demokratîk (KCD) li dewsa Ahmet Turk û wê partî rêberî ji pêkanîna xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bike. + +Her dîsa wê guhertin di wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê de jî çê bibe. Wê Pervîn Buldan li ciyê xwe bimîne wekîla koma HDPê, lê li dewsa Îdrîs Baluken wê Sirî Sureya Onder bibe wekîlê koma partiyê û Baluken wê bibe berpirsê rêveberiyê di parlamentoyê de. + +Li aliyekî din li gor agahiyên peyemnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê, Tevgera jina Azad a Demokratîk ya BDPê pêşinyariyên xwe dikin û di heman demê zextê li ser HDPê dikin ku namzedê wan ê hilbijartinên serokomariyê jin be. + +Çavdêrên siyasî yên Kurd dibêjin ku zelalbûna van agahiyên derbarê guhertinên di nav BDP-HDP-KCDê de wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi Ocalan re bên kirin û heta niha jî tiştên ku tên îdîakirin, hîn nebûne biryar û tenê di warê îdîayan de dimînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di civîna koma partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de BDP û HDP nîşan da û got ku ";malbatên zarokên wan hatine revandin û şandine çiyê niha li ber şaredariya bajarê mezin çalakiyê li dar dixin, ez wan ji dil silav dike"; û bang li çapameniya Tirkiyê û cîhanê kir ku ew çima van bûyeran nanivîsin û nabînin. + +Erdogan bang li HDPê û BDPê kir ku ew li kû derê ne û ew dem bi dem hûn diçin Qendîlê û li hev dikin û tên, pêwîste ew zarokên van malbatan bînin, ji ber ku ew navnîşana van zarokan baş dizanin, divê ew wan bînin û eger ku wan zarokan neynin ewê plana (B) têxin dewrê. + +Rêxistina BDPê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê û diyar kir ku BDPê ew zêdebûna tevlîbûna gerîlayan ya demên dawî de bi sedemên encama polîtîkayên AKPê ne, ciwanên ku tevlî gerîla bûne di vê pêvajoyê de dîtine ku AKPê ne samimiye û ji ber vê jî tevlîbûnê tercîh dikin û ev di encama bê cidiyeta hikûmeta AKPê de pêk tê û ti têkiliya BDPê jî bi tevlîbûna gerîlayan tine ye. + +Rêxistina BDPê destnîşan kir ku berpirsê vî şerî ku 40 sale didome dewleta Tirkiyê û şopdarê wê ya îro AKPê ye, pêvajoya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan daye destpêkirin tê sabotekirin û heta niha êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Kurd berdewame. + +BDPê di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku di demên dawî de ku tevlîbûna ciwanan ji gerîla re zêde bûye, polîsên Tirkiyê li Amedê wê tiştî bikartînin û diçin malbatên wan ciwanan tûj dikin ji bo ku vê mijarê ji bo başiya xwe bikarbînin, ew jî wan hişyar dikin ku van pilanên xwe dev jê berdin û bang li wan malbatan dikin ku nebin amûrê van lîstikan. + +Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ragihand ku çi keçik dibin çi kur, ciwanên bi temenê 15-16-17 salî ku hîn negihiştine temenê yasayî, eger bi dilê xwe tevlî gerîlayên PKKê bûne, yan jî bê dilê xwe, pêwîste werin vegerandin ji bo mal û malbatên xwe, divê rayedarên PKKê van kesan vegerînin û pêşiya kesên ku bi vê temenê tevlî gerîlayan dibin jî bigrin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Şebek, ji hemû kurdên ku li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dijîn, ";dûrtir"; in, ji ber ku rastî du care êriş û guherîna demografiyê bûne; carekî ji ber ku kurd in û cara din jî ji ber ku li ser mezhebê şîe ne. + +Hejmara kurdên Şebek ji 350 hezar heta 400 hezarî ye û li derdora parêzgeha Mûsilê dijîn. Li wê deverê 75 gundên Şebekan hene ku 19 jê hatine erekirin (teirîb). Şebek xwe wek kurdên resen dibînin û daxwaziya wan jî tenê ew e ku li zêda xwe bi aramî bijîn. + +Ji roja hilweşîna rêjîma Sedam Husên ve heta niha herî kêm hezar û 338 kurdên Şebek ji aliyê komên çekdar ên radîkal ve hatine kuştin û zêdetirî 8 hezar malbatên Şebek jî ji ber tirsa êrişên komên radîkal neçar mane cih û warên xwe biterikînin. + +Li gorî destûra Iraqê, pişka kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê û Encumena Parêzgeha Mûsilê de tenê kursiyek e û ev du kursî niha di destê wan kesan de ye ku daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê dikin û dixwazin devera wan vegere ser Herêma Kurdistanê… + +Kurdên Şebek tenê du navendên wan ên rewşenbîrî û civakî heye bi navên Şebek û Maço, ji ber ku ew bi zaraveya goranî yan jî maçoyî diaxifin ku nêzîkî zazakiya Bakûrê Kurdistanê ye û hewramiya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. + +70% ji kurdên Şebek şîe ne û yên din jî li ser mezhebê sunnî ne û jibilî kêşeya sunnîbûn û şîebûnê arîşeyek wan a din jî heye ew jî kurdbûn û erebbûn e… + +Şebek zêdebarî hemû zehmetî û belengaziyên ku dibînin, dîsa jî dest ji kurdiniya xwe bernadin û xwe wek kurdên resen dibînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez li ser yekrêzî û yek hewlesta Kurd li Bexdayê kirin herwiha tekez li ser zû pêkanîna komîteya danûstandinan ligel aliyê Iraqî kirin. + +Îro, 27.05.2014, polîtburoya YNK û polîturoya PDK li nivîsîngeha cîgirê serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiyan. + +Endamê polîtburoya YNK, Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa encamên civîna ligel polîtburoya PDK kir û got: ";Tekezî li ser birayar yekrêzî û yek hlewest û pêkanîna komîteyek hevbeş bo danûstandin ligel aliyên siyasî li Bexadyê hat kirin."; + +Herwiha Muftî da zanîn ku di civînê de ";Behsa wê yekê hat kirin ku pêwîste lez bê kirin di pirsa pêkanîna hilkûmeta Herêma Kurdistanê de û kak Nêîçrvan û kak Qubad têkiliyên xwe berdewam bikin da ku navê kandîdan werbigirin, herwiha serpiriştiya wê komîteyê dikin ku karê nivîsîna karnameya hikûmetê dikin."; + +Derbarê hin pirsên girêdayî navbera YNK û PDK de Mûftî wiha ragihand: ";Em li ser bingehên sereke rêkeftin."; + +Berî niha jî lîsteya Dewleta Yasa, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, ragihandibû ku YNK dê beşdarî hikûmeta Iraqê bibe û bi awayekî destpêkî jî li ser vê pirsê rêkeftin çêbûye, endamê polîtburoya YNk got: ";Hewletsa YNK zelal û aşkere ye, yekrêziya Kurd di destpêka karên me de ye, di civîna dawî ya serkirdatiyê de behsa wê yekê hat kirin ku YNK pêgirî yekrêzî û yek helwesta Kurd dibe û di civîna aliyên siyasî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê YNK careke din diyar kir ku em beşekin ji biryara siyasî li Kurdistanê û pêwsîte ew birayr bi yek helwestî be da ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be."; + +Derbarê posata serokomarê Iraqê jî, Ednan Muftî wiha ragihand: ";Ti axevtin di vê barê de nehat kirin, tenê birayr hat dayîn ku danûstandin di navbera her du aliyan de berdewam bin bo mebesta behskirina hemû pirsan."; + +Herwiha Muftî amaje kir ku YNK agehdarî proseya şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê ye û got: ";Kak Nêçîrvan Barzanî behsa gavên dawî yên firotina petrolê kir û têkiliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Tikriyê aşkere kirin."; + +Da zanîn jî ku: ";Siyaseta petrolê bigiştî ligor yasaya petrol û gaz e, ku komîteyek bilind li Herêma Kurdistanê heye û ji serok û cîgirê serokê hikûmetê, Wezîrê Pilandanan, Wezîr Çavkaniyên Srûştî û Wezîrê Darayî pêk te, ku 2 ji wan YNK ne û her gave ku hikûmet dide ew komîte lê berpirsiyare, wate bi vê yekê em agehdarin û eger temaşeyî serdanên aşnda hikûmetê bo Tikriya bikin diyare ku di piraniya hevdîtinan de cîgirê serokê hikûmetê, ku endamê polîtburoya YNK ye, amade bû."; + +Endamê polîtburoya YNK da zanîn jî ku ew piştgiriya proseya firotina petrola Herêma Kurdistanê dikin ";Û her birayrek ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de em piştgiriya wê dikin, ji ber ku em beşekin ji hikûmetê û divê em piştgiriya biryarên hikûmetê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, zilamekî ji ber jarî û belengaziyê xwe şewitand. Malbata wî ji ber belengaziyê nikarin merasima şîna wî li dar bixin. + +Li Hewlêrê, zilamekî bi navê Îbrahîm Mihemedê 49 salî û bavê 5 zarokan, ku li yek ji zanîngehên Hewlêrê karê pasewaniyê dikir, xwe şewitand. + +Malbata wî dibêjin, wî zilamî ji ber jarî û belengaziyê xwe şewitandiye çimkî nikarîbû kirêya mala xwe bide û piştî mirina xwe tenê 1500 dînar (nêzîkî dolarek) ji malbata xwe re hîştiye. + +Ji ber vê yekê malbata wî mirovî nikarin merasima şîna wî li dar bixin. + +Malbata wî dibêjin, beriya ku xwe bişewitîne tiştekî wî tinebû lê îro danê sibê piştî nimêjê bi agirê serşokê xwe şewitand… +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela, diyar kir ku ew ji girtin û kuştina xwe natirse ji ber wê jî her dem amade ye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Mela her wiha bang li PKK û PDKê kir ku alîkariya wan bikin da nakokiyên wan bi PYDê re bên çareserkirin. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, ku ";bi neçarî"; niha li Herêma Kurdistanê dijî, bû mêvanê bernameya Hevpeyvîn a Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da. + +Siûd Mela, li ser çûyîna xwe ya Rojavayê Kurdistanê got, ez qet ji girtin û kuştinê natirsim û amade me sibê derbasî Rojava bibim. + +Mela anî ziman ku di kongreya partiyan de ti biryarek sebaretî wê yekê ku divê lîderên PDK-Sê derbasî Rojava bibin nehatiye wergirtin lê ji ber ku ew sekreterê giştî ye divê li Rojava bimîne da ku baweriya gel bidest bîne. + +Sekreterê Giştî yê PDK-Sê her wiha ragihand ku ew amade ne bi PYD, rêjîma Sûriyê û hemû partiyên din re rûnên û çareyekê ji kirîza Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê re bibînin. + +Siûd Mela, li ser rexneyên serokê giştî yê PYDê Salih Muslim, ku gotibû ";PDK-S partiya dolaran e"; ragihand, li şûna ku Muslim wisa bêje bila bigota werin em bi hev re li ser pirsgirêkên xwe kar bikin û çareyekê jê re bibînin. + +Mela her wiha ji PDK û PKKê jî xwest, nakokî û arîşeyên wan bi PYD re çareser bikin. + +Tê zanîn, di demên dawiyê de gellek endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û sirgûnî Herêma Kurdistanê hatin kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku li ser pêşniyaza Mesûd Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwaze posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê nede YNK. + +Îro, Sêşemê, her du polîtburoypn YNK û PDK li Hewlêrê bi hevre civiyan. + +Çavkaniya agehdar ji civîna YNK û PDK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";PDK daxwaz kir ku posta cîgirê serokê parlamentoyê bo PDK be û Caefer Îbrahîm di wê postê de bimîne."; + +Ev pirsa han di demekê de tê ku YNK biniyazbû di çend rojên bê de navê kandîdê xwe bo posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê yekalî bike. + +Çavkaniyê amaje kir ku ";Ew pêşniyar ya Mesûd Barzanî bû, lê me bersiv neda û em dê çavlirêy vegera Barzanî dikin da nbiryara xwe bidin."; + +Berî niha, di dema danûstandinên pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, şanda YNK û şanda PDK li ser wê yekê rêkeftibûn ku PDK wê posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bide YNK da ku beşdarî hikûmetê bibe, di himber de jî dê PDK posta sekreterê parlamentoyê box we bibira. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekemîn rûniştina taybet bi dosyeya destirêjîkirina cinsî ku li dijî keçeke 16 salî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin, li dadgeheke bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Di rûniştina duh ya li Dadgeha Tawanan a Hewlêrê de 5 ji wan kesên ku bi destdirêjiya seksî li ser keça 16 salî tên tometbarkirin, amade bûn. + +Di rûniştinê de, çend nûnerên rêxistinên sivîl yên mafên mirovan û yên li dijî tundûtijiya li ser jinan, herwiha çend parlementerên Başûrê Kurdistanê û malbata keça 16 salî jî beşdar bûn. + +Rûniştina darizandina wan tometbaran saet 9.30 sibehê destpêkir û derdora 2 saetan berdewam kir, lê ew bê ti encamekê bi dawî hat. + +Dadwer biryar da ku rûniştina duyem ya heman dosyeyê roja 8ê hezîranê were lidarxistin. + +Roja 6/1/2014, keçeke 16 salî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di Superamrkêteke bajarê Hewlêrê de kar dikir, ji aliyê 7 kesan ve hat revandin û pişt re 6 kesan ji wan destdirêjiya seksî li wê kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Leşkerên Tirkiyê vê carê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke Ereb kuştin û ciwanek jî birîndar kirin. + +Hat ragihandin ku leşkerên Tirkiyê bi qasî sed metrî ketin nav axa Rojavayê Kurdistanê û gule li malbateke ku dixwest derbasî Bakur bibe, reşandin. + +Leşkerên Artêşa Tirkiyê ku li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bicih bûne, heta niha gellek caran bê pirs û îfade gellek kes li ser sînor dane ber guleyan û ew kuşitine. + +Pêr êvarê ev bûyer di navbera Serêkaniyê û Ceylan Pinarê de qewimî. + +Malbateke Ereb ku ji şerê navxwe yê Sûriya direviya û dixwest biçe Tirkiyê, ket ser rêya Bakurê Kurdistanê, lê ew rastî leşkerên Tirkiyê hatin. + +Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên Tirkiyê dengê malbata Ereb bihîstine û ji bo rê li wan bigirin sînor derbas kirin û bi qasî 100 metreyî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û pira kevin a Til Xelef derbas kirin û gulle li malbata Ereb reşandin. + +Di encam de jineke bi navê Şiwa Hisên ku temenê wê 33 sal bû hate kuştin û kesekî din jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku daxuyaniyê derbarê krîza aborî de bide, gihişte avahiya Parlamentoya Kurdistanê. + +Duh Serokê frakisyona Tevgera Gorranê Rabûn Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibp ku mijara sereke ya civîna sibê ya parlamentoyê wê krîza aborî li Kurdistanê û pirsgirêka budceyê li Başûrê Kurdistanê be. + +Meirûf diyar kir ku komîteya darayî ya parlamentoyê raporteke têr û tije derbarê vê meselê de amade kiriye ku bi giştî pirsên sereke yên xelkê Kurdistanê û parlamenteran li xwe digire. + +Serokê frakisyona Gorranê herwiha got ku ";ew raport gihiştiye Nêçîrvan Barzanî û dê hewl bide daxuyaniyê derbarê pirsên giştî yên xelkê Kurdistanê de bide parlamenteran";. + +Ji aliyê xwe ve, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";amadebûna Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser xwesteka xwe bû";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ku piştî teqîna 9ê gulanê ya li bajarokê Tirbespiyê ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tên naskirin, hatibû girtin, şeva borî serbest hat berdan. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";endamê komîteya navendî ya partiya wan Mihemed Emîn Ebas duh duşemê dora saet 1ê nîvê şevê li bajarê Qamişlo ji zindana PYDê derket";. + +Mihemed Îsmaîl diyar kir ku Mihemed Emîn Ebas ê ku bi Bavê Mizgîn tê naskirin ";bi tometên bê bingih û nerast ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin û duh hat azadkirin";. + +Mihemed Emîn Ebas piştî teqîna roja 9ê gulanê ya li bajarokê Tirbespiyê, li bajarokê Çilaxa ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin. + +Asayişê, PDK-Sê bi ";encamdana teqîna Tirbespiyê tometbar dike û dibêje kesên girtî destê wan di wê teqînê de hebû";, lê PDK-Sê vê tometê red dike û dibêje hevalên wan ji ber sedemên siyasî hatine girtin. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê bal kişand ku ";jibilî hevalên wan ên ku berê li Efrînê hatine girtin û bi tometên bê bingih di dadgehên ne rewa de hatine hukumkirin, heta niha 6 hevalên wan ên ji Tirbespiyê, 2 ji gundê Rikava yê girêdayî Dêrikê û endamê komîteya navendî li Efrînê Hisên Îbiş li cem asayişa PYDê girtî ne";. + +Her derbarê vê mijarê de, komîteya navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ";girtin û nefîkirina serkirdeyên partiya xwe ji aliyê PYDê ve şermezar kir"; û derbarê berdewamiya van karên ku wek ";ne berpirsyar"; daye zanîn de, hişyarî da PYDê. + +Di daxuyaniyê de, komîteya navendî ya PDK-Sê daxwaz ji PYDê kir ku ";dest ji rêbaza xwe ya dijatîkirina PDK-Sê berde û hemû endamên PDK-Sê yên ku di zindanê wê de girtî ne, serbest berde";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, proseya firoştina petrolê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da. + +Nêçîrvan Barzanî îro li ser xwesteka xwe hate Parlamentoya Kurdistanê û derbarê birrîna mûçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de got ku ";ev çend sale Bexda bi tenê 10% ji mûçeya Herêma Kurdistanê dişîne , di demkê de pêwîste 17% be";. Herwiha aşkere kir ku ";Bexdayê 6 trilyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye";. + +Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku di civîna wan a vê dawiyê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û pişt re ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî de, wezîrê darayî yê Iraqê got ku ";bi biryara serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî mûçeya Herêma Kurdistanê hatiye birrîn";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ";Dema em çûn Bexdayê me hizir kir ku krîza darayî li Iraqê bi giştî heye, lê me ji wan pirsî, gotin ti pirsgirêkeke Iraqê tine ye û tenê budceya Herêma Kurdistanê nayê dayîn";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ";dema wan ev yek ji me re got, hîn me petrol nefiroştibû û em mijûlî çareseriyê bûn, lê dema wiha lêhat, em jî narûnin û divê em çareseriyekê bibînin";. + +Serokwezîr Barzanî fermnaberên Herêma Kurdistanê piştrast kir ku mûçeyên wan ji dest naçe û ew pirsgirêk wê zû bê çareserkirin. + +Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê pirsa petrolê de li ser kontrolê ye û got ";Ew dibêjin proseya firoştina petrolê teslîmî me bikin, em jî dibêjin bi çi heqekî, ji ber ew daxwaza wan ne destûrî û ne yasayî ye";. + +Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: ";Bexda dibêje ewê dahata petrola Herêma Kurdistanê bike budce, lê em ti carî vê yekê qebûl nakin, ji ber ti gerentiyek tine ye daku rê li ber wê yekê bigire ku careke din bi biryara take kesekî budceya Herêma Kurdistanê neyê qutkirin";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de jî ragihand ku ew amade ne kompaniya SOMO çavdêriya proseya firoştina petrola Herêma Kurdistanê bike, lê got ";Em kontrolê naxin destê SOMO, ev yek bi tenê ji ber wê yekê ye ku 17% ji budceyê bi rastî bigihe Herêma Kurdistanê";. + +Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku niha jî deriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên ligel Bexdayê vekiriye, ";lê eger ew hemû deriyan bigirin, em jî wiha nasekinin, firoştina petrolê jî peyama me bû ji bo Bexdayê ku em dikarin tiştê em bixwazin bikin û em yek gavê jî di vê proseyê de paşde navêjin";. + +Stenbol (Rûdaw)- Di yekemîn salvegera bûyerên parka Geziyê de çavê raya giştî zîviriye ser aliyên bûyeran. Ji hêlekê saziyên di bin banê ";Piştgiriya Taksîmê"; de kom bûne doza vekirina parka Gezî û parkên din dikin û dibêjin ku ewê bi van daxwazan di salvegera bûyeran de derkevin Qada Taksîmê. Ji hêla din jî hikûmet bi ti awayî nahêle li Qada Taksîmê û bi taybet li parka Geziyê çalakî bên lidarxistin. + +";Piştgiriya Taksîmê"; berî salvegera bûyeran, daxuyaniyek da medyayê û banga derketina Qada Taksîmê kir. + +Di daxuyaniya de bi taybetî bang li hikûmeta AKPê hate kirin ku li hember daxwazên wan serî li şîdetê nede. + + +Dihok (Rûdaw)- Dema ku mirov derbasî Kampa Domîzê ya ser bi parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê ve dike, ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistnê, dîmenek bala mirov dikşîne ew jî alavên muzîkê yên li ser milyê hejmareke berçav ji ciwanên wê kampê ye. + +Di nava Kampa Domîzê de gelek kesên xwedan şiyan û behre di wan muzîkê de hene, ku bi rêya muzîkê bîranînên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bibîr tînin, Cîhas Seidûn jî yek ji wan hunermednên di nava kampê de dijî. + +Ew dibêje: ";Berê xelkê bi kêf û şahî dawetên xwe lidardixistin û birêve dibirin, lê niha ew kêf li cem xelkê nemaye."; + +Herwiha Newzad, ku ew jî hunermende dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê stranên neteweyî berî şoreşê qedexe bûn û hin car hunermendên Kurd li ser strandina straneke neteweyî dihatin girtin. + +Her du hunermend dibêjin ko li vir jî mîna Rojavayê Kurdistanê guhdan bi berhemên wan tuneye lê ew niha bêtir azadin ji aliyê pêşandina hizrên xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Tirkiyê wê 2 hezar û 500 rêveberên hêzên ewlekariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê destnîşan bike. + +Li gor medyaya Tirkiyê, wê roja 30ê gulanê lîsteyke peywirkirina rêveberiyên nû yên hêzên ewlekariyê li Tirkiyê ji aliyê wezareta navxwe ve derbikve. + +Tê ragihandin ku wê di vê lîsteyê de navê zêdetirî 5000 rêveber û cîgirê rêveberên ewlekariya bajaran li Tirkiyê bên peywir û destnîşankirin. + +Herwiha wê ji van 5000an, 2 hezar û 500 di bajarên Bakurê kurdistanê de bên peywirkirin. + +Li gor van nûçeyan wê ew rêveber di saziyên tekoşîna li dijî terorê, tevger û rêxistinî, karê qaçaxçîtî û îstîxbaratê de bên peywir û bicîkirin. + +Heta niha 27 hezar karmendên hêzên ewlekarî û polîsan li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine guhertin û destnîşankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîratş îro danê sibê bi malabatên ku ev heftiyeke ji bo zarokên xwe yên ku tevlî PKKê bûne vegerînin, çalakî li dar dixin re hevdîtin pêk anî. + +Li gor medyaya BDPê, Demîrtaş îro bi malabatên wan zarokên ku tevlî PKKê bûne re rûnişt û ji wan re diyar kir ku ji bo çareserkirina vê kêşeyê ewê îro bi berpirsên PKKê li Qendîlê re biaxife. + +Herwiha hat zanîn ku hevserokê şaredariya bajarê mezin yê Amedê Firat Anli jî di hevdîtinê de başdar bû û ew hevdîtin dûrî çavê medyayê pêk hat. + +Ev heftiyeke nêzîkî 10 malbatên ku dibêjin zarokên wan tevlî PKKê bûne û pêwîste wan vegerînin mal, çalakiya rûniştinê li pêş avahiya şaredariya Amedê pêk tînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Televizyona el-Alim a îranî belav kiriye ku çekdarên DAÎŞê 47 endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gundê el-Rawiye li rojavayê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kuştin. + +Şeva borî şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê li gundê el-Rawiye (31 km Ii rojavayê Serêkaniyê) derket û li gor zaniyariyên ku YPGê belav kirine, şer heta îro piştî nîvro berdewam bû. + +Li gor nûçeya televizyona el-Alim, di şerê li wî gundî de, ";15 endamên PYDê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 endamên din di kemînekê de hatin kuştin";. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku şerekî giran li gundê el-Rawiye navbera wan û çekdarên DAÎŞê diqewime. + +Malperên nêzîkî PYDê jî belav kirine ku şervanên YPGê dest danîn ser 4 navendên DAÎŞê li gundê el-Rawiye û gelek çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin, lê hejmara wan aşkere nekir, herwiha heta niha ti aliyên din ev nûçe piştrast nekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê komîteyeke taybet bo şopandina doseya kuştina Duniya, jina 15 salî, pêkanî û biryare sibe, Pêncşemê, komîte serdana Dihokê bike. + +Seroka komîteya bergirî li mafên jinan di Parlamentoya Kurdistanê de, Êvra Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Piştî ku me yadaştnameyek arasteyî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, serokatiya parlamentoyê biryara pêkanîna komîteyê bo şopandina wê doseyê pejirand."; + +Êvar Îbrahîm, ku di heman demê de srokatiya komîteya parlamentoyê bo şopandinda doesya kuştina Dunya dika, da zanîn ku ew komîte ji komîteyên bergirî li mafên jinan, mafên mirovan, navxwe û komîteya karûbarên ewqafê di Parlamentoya Kurdistanê de pêk tê. + +Li gor ku Îbrahîm ragihand, dê sibe, 29.05.2014, ew komîte serdana Duhokê bike, da li lêkolînên ku heta niha hatine kirin derbarê kuştina Duniya de, binêrin. + +Piştî bidawîhatina rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê, serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfransekî rojnamevanî de dilgraniya xwe ji vê bûyerê anîn ziman, herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew dê ";Hemû riyên yasayî li himber vê bûyerê bikar bînin."; + +Roja, 24.05.2014, li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve Duniya, jina temen 15 salî piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Lîcê ya Amedê ev 5 rojin bi armanca protistokirina çêkirina qereqolan çalakiyên xelkê navçeyê berdewam e û rêyên Çewlîk-Amed, Lîcê –Hênê û Lîcê-Pasûrê hatine girtin. + +Hat ragihandin ku şeva derbasbûyî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. + +Li gor daxuyaniya walîtiya Amedê, xwepêşanderan 5 otomobîlên ku di karê avakirina qereqolan de dihatin bikaranîn şewitandin û hin kesên çekdar leşkerekî artêşa Tirkiyê çawişê pispor yê bi navê Îlhan Çalişkan girtin û revandin. + +Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji bo wê çalakiyê bi dawî bîne, ketiye nav tevger û operasyonê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê jineke temen 16 salî agir berda canê xwe û di encam de mala wê şewitî û wê jinê jî jiyana xwe jdest da. + +Berdevkê polîsên bajarê Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, danê êvarî, nûçeya xweşewtandinekê li taxa Kuran li Hewlêrê gihşîte me, piştî em gihîştin cihê bûyerê, derket ku jinek ji dayik bûya sala 1998an bi navê (Ş.N.A) agir berda cane xwe û jiyana xwe jidest daye."; + +Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku ";Bi sedema agir mal jî şewitî û tîmên agirkuştinê karîn piştire agir kontrol kirin."; + +Li gor gotina berdevkê polîsên Hewlêrê, bavê jina 16 salî gotiye ku ";Bi sedema nakokiyên civakî ligel mêrê xwe, xwe şewitandiye."; + +Karwan Ebdulkerîm ragihand jî ku niha termê jina 16 salî bo pizîşkê dadwerî hatiye şandin û lêkolîn jî derbarê bûyerê destpêkirine bo mebesta zanîna sedemên xweşewitandinê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Sûriyê hê berdewame li ser siyasetên xwe derbarê jikardûrxistina fermanberên Kurd ji ser karên wan, vê care jî karmednê dapoyên genim li bajarê Dirbiêsiyê Şerîf Dawud Şêxê ji ser kar dûrbixe. +Serokatiya Encûmena Wezîrên Sûriyê biryar da ku karmendê kurd Şerîf Dawud Şêxê ji kardûrbixe, û bi sedema vê biryarê wê ew ji hemî mafên xwe yên xanenişînî û qerebûyan bêpar bimîne. +Şerîf Dawud ku xelkê bajarê Dirbêsiyê ye, û kesatiyek naskirî ye li wî bajarî, ev 38 sal di dapoyên genim ên wî bajarî de karmende û yek ji damezirênerên Partiya Şexîlê ya Kurdî bû, niha endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye. +Tevî kontirolkirina navçeyên Kurdî ji aliyê PYDê ve, lê heya niha hemî biryarên Hikûmeta Sûriyê li ser welatiyên kurd û bi taybet li ser karmendan tên bicîkirin û gelek karmendên kurd li Amûdê û Dêrikê û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistan di dema dawî de bi biryarên Hikûmeta Sûrî ji kar hatine dûrxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundekî nêzîkî bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê mêrekî zaroka xwe ya 9 mehî û hevjîna xwe xenqand û pişt re xwe bi benekî ve daleqand. + +Roja dueşmê 26/5/2014, xelkê gundê Pîrancix matmayî man dema ku bihsîtin gundiyê wan ê bi navê Arif Neqişî zarok û hevjîna xwe xenqandiye û pişt re xwe kuştiye. + +Yek ji gundiyên Pîrancix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Arif bi penceşêrê nexweş bû. Wî destpêkê hevjîna xwe xeniqand û pişt re zaroka xwe ya 9 mehî xeniqand, pey re telefona birayê xwe kir û jê re got ku va ewê jî xwe bikuje";. + +Li gor gotinên xelkê gundê Pîrancixê, Arif bi benekî xwe li nav malê daleqandibû. + +Heta niha ti saziyeke hikûmeta Îranê derbarê vê bûyerê de daxuyanî nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdaw bi çend mijar, hevpeyvîn û gotarên balkêş ên nivîskarên Kurd ket ber destê xwendevanan. + +Rojnameya Rûdaw ya çapa Ewropayê bi hejmara xwe ya nû (251) îro serê sibehê derket û li ber destê xwendevanên li seranserê Ewropayê ye. + +Di hejmara vê heftiyê de behsa wênekêşekî Kurd tê kirin ku li Hindistanê bû yekem, herwiha geştyarê Kurd ê ku bi qasî temenê xwe welat dîtine ji Rûdawê re diaxife. + +Rûdawa Ewropa vê carê li ser serkeftina Kurdan di hilbijartinên Almanyayê de disekine û behsa jina Kurd Bêrîvan Aymaz dike ku dibe şaredara Kolnê? + +Herwiha li ser serdana hevserokê PYDê Salih Muslim ya ji bo Berîtanya û sîmînarên ku li wir pêşkêşkirine, mijareke berfereh hatiye nivîsandin. + +Di vê hejmara nû de behsa ";gefa Îranê li ser Herêma Kurdistanê"; jî tê kirin û Kordînatorê Însyatîfa Azadî, Adem Geverî jî behsa siyaseta Kurdan li Enqerê dike. + +Hunermenda ciwan a Kurd Perwaz Husên jî dilê xwe ji Rûdawê re vedike û çend nihênî û sirrên jiyana xwe aşkere dike. + +Wek hejmarên berê jî, gotarên çend nivîskarên Kurd hatine belavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsekî şaxê Dîcle yê HUDA-PARê li Amedê ji aliyê grûpeke çekdaran ve hat revandin. + +Şeva borî berpirsê şaxê Dîcle yê HUDA-PARê li Amedê Ercan Alpaslan ji aliyê grûpeke çekdaran ve hat revandin. + +HUDA-PAR, PKKê bi revandina Ercan Alpaslan tometbar dike. Lê PKKê heta niha ti daxuyanî derbarê vê yekê de nedaye. + +Ev 6 rojin çend malbat ku dibêjin PKKê zarokên wan revandine û birine çiyê, li ber avahiya BDPê li Amedê çalakiya xwe didomînin û dixwazin PKKê zarokên wan vegerîne. + +Duh jî malbatên 3 zarokên revandî ligel hevserokê BDPê Selahedîn Dmîrtaş civiya û hat gotin ku Demîrtaş ji malbatan re gotiye ku ewê derbarê vê pirsê de ligel berpirsên Qendîlê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro di yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Tora Medyayî ya Rûdawê re, em nerîteke salane ya din a Rûdawê destpêdikin, ku ew jî pêk tê ji rêzgirtin û lêkolîn di kar û berhemên bîrmend û zanayan de ye ku Rûdaw ji bo vê mebestê her sal kesatiyekê diyar dike. + +Di bin navê ";52 sal piştgirîkirina azadî û doza Kurd"; de, Tora Medyayî ya Rûdawê, civaknas û lêkolînvanê navdar ê Tirk D. Îsmaîl Bêşikçî wek kesatiya îsal radgihîne. + +Piştî şêwiriyeke temam, bi razîbûna D. Îsmaîl Bêşikçî û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî, Rûdaw radigihîne ku îsal D. Îsmaîl Bêşikçî dibe kesatiya salê û ji bo wekheviya navbera gelan û azadiya neteweya Kurd wê girîngiyeke temam bide berhem û karên wî. + +Îsmaîl Bêşikçî bi awayekî zanistî di doza Kurd de lêkolîn kiriye û di wê baweriyê de ye ku ";Kurdistan koloniyeke navdewletî ye"; û ji koloniyê jî kêmtire, ji ber ku sînorên Kurdistanê wek welat li ser nexşeya cîhanî nehatiye danîn û bi ser çend welatan ve hatiye parçekirin û sînorên wê jî hatine wendakirin. + +Bêşikçî li ser bingiha wekhevî û yeksaniya mafê miletan, bingiha mafê biryardayîna bi awayekî azad li ser çarenivîsa welatên xwe û li gor carnameya gerdûnî ya mafên mirovan, piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike. + +Bêşikçî di dema ku hebûna Kurd û Kurdistanê bi awayekî bêwêne dihat redkirin û di dema ku bêdengiyeke ecêb li hember çewsandin û tinekirina Kurdan li Tikriyê de hebû, di destpêka salên şêstî yên sedsala borî de bi awayekî gelek aşkere û zanistî hebûna Kurdan û heqiya serxwebûna Kurdistanê di lêkolînên xwe de dixiste rojevê, ji ber vê yekê jî reşkirin, derkirin û zindankirin beşa sereke ji temenê wî zanayê mafdost bir. + +Tevgera siyasî ya Kurd an partiyên siyasî yên Kurd baweriya wan bi serxwebûn û yekgirtina perçeyên Kurdistanê hebane yan na, baweriya wî ti demekê bi rewabûn û pêwîstbûna serxwebûna Kurdistanê nehatiye guhertin, ew jî bi temamî bi bingihên yasayî ve girêdida. + +Îsmaîl Bêşikçî jibilî pertûk û lêkolînên wî, arşîveke gelek mezin ji rojnameyên Kurd (bi zimanên tirkî û kurdî) parastine ku niha bûne made ji bo lêkolînên gelek xwendekarên Kurd. Her wek çawa nêrîn û têzên wî yên zanistî jî li ser doza Kurd, bûne çavkaniya metoda lêkolînên lêkolînvanên Kurd jî. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi şanazî di çarçoveya destpêkirina diyarkirina Kesatiya Salê de, wek rêzgirtinekê li karên wî yên zansitî û mirovdostî, rêz li kar û berhemîn Îsmaîl Bêşikçî digire. + +Li vir jî em radigihînin ku programa Kesatiya Salê ji bo Îsmaîl Bêşikçî pêk tê ji: + +-Wergerandin û belavkirina çend petrûkên wî bi zimanê kurdî + +-Rêvebirina heftiyeke lêkolînê li ser berhem û têzên Îsmaîl Bêşikçî. + +-Şopandina taybet a çalakiyên wî. + +-Berhemanîna dekomentariyekî. + +Ji bo vê mebestê jî em ji hemû nivîskar û lêkolînvanan dixwazin ku hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê bikin. + +Temedirêjî û berhemên zêdetir ji bo D. Îsmaîl Bêşikçî hêviya me ye. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +29/5/2014 +Îsmaîl Beşikçî +- Di 7ê çile ya 1939an de li navçeya Îsiksilîpî ser bi Çorûm li Tirkiyê ji dayik bûye. + +- Malbata Beşikçî misilman in û li ser mezhebê Henefî ne. + +- Bavê wî Husnî di serdema Osmaniyan de dikandar bû. + +- Di sala 1962yan de kolêca zanistên siyasî li zanîngeha Enqerê temam kiriye. + +- Paşê di zanîngeha huner û wêje ser bi zanîngeha Ataturk li Erzeromê weke mamostayê alîkar li beşa komelnasî kar kiriye, lê paşê bi sedema piştevaniya wî ji doza kurdî re hatiye derkirin. + +- Çendîn xelat wergirtine, ji wan jî xelata Osman Sebrî û Mîdaliyaya Barzanî, lê berê çendîn xelatên welatên Rojava red kirine. + +- Beşikçî di dema xizmeta xwe ya leşkerî sala 1963 li navçeya Rûbarok li qezayê Şemzînan de, Kurd û doza kurdî nas dike, paşê yekem lêkolîn li ser eşîreta Elîkan a Kurd dinvîsîne. + +- Ji tevahiya 100 sal hukmdana zindankirinê bi sedema lêkolînên wî li ser Bakurê Kurdistanê, bi giştî 17 sal ji jiyana xwe di zindanê de qedandine, ji ber ku dadgehê herdem ew bi parçekirina Tirkiyê tohmetbar dikir. + +- Beşikçî piştevaniya serxwebûna hemû parçeyên Kurdistanê dike û xwediyê têza ";Kurdistan Koloniyeke Navdewletî"; ye. + +- Piştî çendîn sal ji zindankirinê, Beşikçî di sala 1999an de ji zindanê azad bûye. + +- Ji tevahiya 36 pertûk û lêkolînanên wî, 32 li Tirkiyê qedexe ne. + +- Niha tevahiya pertûkên wî bi piştevaniya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tirkî tên çapkirin û paşê dê bo zimanê kurdî bên wergerandin. + +- Beşikçî niha li Enqerê dijî û berdewam ligel Weqfa Îsamail Beşikçî hevkar e ku ji aliyê çend kurdên li Stanbolê ve hatiye avakirin. + +- Tora Medyayî ya Rûdawê, îsal ew weke kesayetiya salê hilbijartiye û girîngiyê pê dide. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zanaya ragihand ku eger ciwanên kurd hîn diçin çiya, daxwazên wan hene, bila Erdogan û hikûmeta Tirkiyê mafên Kurdan di destûra bingehîn de nas bike û pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne û li dewsa ku ciwan derkevin çiya bila yên li çiya bên xwar. + +Zana ji bo destekdayîna namzedên BDPê hat Agiriyê û ji mîtînga ku BDPê amade kiriye re axifî û got ";Zarokên Tirkan di dibistanên taybet û li Ewropa dixwînin, zarokên Kurdan li cadeyan boyaxê dikin û li ser keviran xew dikin, eger ew serokwezîrê hemû Tirkiyê ye bila vê bêdadiyê ji holê rake da kes neçe çiya";. + +Leyle Zana destnîşan ki ku ";dewleta Tirkiyê berî 85 salan got ku wan Kurdistan di çiyayê Agirî de kir goristan, lê gelê Kurd û yê Agirî bi taybet ew gor hilweşandin û êdî azadiya xwe dixin destê xwe";. + +Parlamentera serbixwe ya Amedê da zanîn ku ";yê ku bêheqîtiyê ligel dikin û pereyên wî didizin ne ewin, ew û hevalên xwe ji bo azadiya gelê Kurd bi madeyên 125 yê darvekirinê hatin cezakirin û ew amade ne ku her fîdakiriyê jî bikin";. + +Roja 1ê hezîranê wê hilbijartinên şaredariyê li Agirî bên dubarekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl dibêje ku çekdarên DAÎŞê komkujiyek derheqê xelkê gundê Tilîliyêli rojavayê bajarê Serêkaniyê pêk aniye, lê wî hejmara kuştiyan aşkere nekir. + +Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";çekdarên DAÎŞê komkujiyeke qirêj derheqê hemwelatiyên sivîl pêk aniye û jin û zarok li gundê Tilîliyê û baxçeyekî nêzîkî gund serjêkirine";. + +Rêdûr Xelîl herwiha nivîsandiye ku ";pêkanîna vê komkujiyê piştî wê yekê tê ku çekdarên DAÎŞê li her du gundên el-Rawiye û el-Dehma li rojavayê Serêkaniyê şikestineke mezin xwarine";. + +Bi gotina Rêdûr Xelîl, ";niha şer û pevçûnên giran navbera YPG û DAÎŞê li gundê Tilîliyê diqewimin";. + +Duh, televizyona el-Alem a îranî belav kiribû ku ";çekdarên DAÎŞê 47 şervanên YPGê li gundê el-Rawiye li rojavayê Serêkaniyê kuştine";. + +Di nûçeya wê televizyonê de hatibû gotin ku ";di şerê li wî gundî de, 15 şervanên YPGê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 şervanên din jî di kemînekê de hatin kuştin";. + +YPGê heta niha derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedaye. + + +Amed (Rûdaw)- Piştî ku li gundê Gêra Cafer a Şermexa Mêrdînê endamê HUDA-PARê Mehmet Ugurtay hatekuştin û nûnerê HUDA-PARê yê navçeya Pîrana Amedê Ercan Alparslan hate revandin, ji HUDA-PARê nerazîbûneke tund hat. + +Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu îdia kir ku ";PKK û BDPê ji van kuştin û revandinan berpirsyar in";. + +Serokê HUDA-PARê Yapicioglu got ";Êdî xwîn tevlî siyasetê bûye û pir aşkere ye ku kuştina Mehmet Ugurtay ji aliyê PKKê ve îlankirina şer e";. + +Yapicioglu bi bîr xist ku ";berî 2 heftiyan PKKê xwestiye endamê HUDA-PARê yê meclisa şaredariya Licê jî birevîne û Mîkaîl Ayik, keça wê û birayê wî bi guleyên PKKê birîndar bûne";. + +Yapicioglu destnîşan kir ku ";şerê navxweyî dê ti fêdeyê nede Kurdan û ger şerekî wiha derkeve dê Kurd zirara herî mezin bikişînin";. + +Serokê HUDA-PARê da zanîn ku eger rewşa aram û ewlehiyê xira bibe, ew pir aşkere dibêjin ku ";dê ji vir û şûnde ti kes êdî xwe di ewlehiyê de hîs neke û ti der ji bo ti kesî dê bi ewle nebe";. + +Yapicioglu bang li BDPê jî kir û xwest bêyî ku ti zirarek bigihije wî nûnerê Pîranê yê HUDA-PARê Ercan Alparslan demildest serbest berdin û ger ku zirarek bigihije endamê wan, wê çaxê dê berpirsyara vê BDPê bi xwe be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva çarşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişte Îtaliya û biryar e ligel Papayê Vatîkanê jî bicive. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî bi hevaltiya şandeke Herêma Kurdistanê bi serdanekê li Ewropayê ye û di destpêkê de serdana Fransayê kir. + +Brazanî li Fransayê ligel serokê Fransayê Francois Hollande civiya. + +Biryar e Barzanî li Îtaliyayê ligel berpirsên wî welatî bicive û serdana Vatîkanê jî bike û ligel Papayê Vatîkanê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî di yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê de peyamek pîrozbahiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand. + +Kosret Resûl Elî di peyama xwe hêvî dike ku Tora Medyayî ya Rûdawê her tim di pêşketinê de berdeam be û dibêje ";Pêwîste hemû kenal û navendên medyayî yên serbixwe û azad, peyama rasteqîne ya rojnamegeriyê hilbigirin û bi berjewendiya bilind a gelê Kurd bifikirin";. + +Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Li ser me hemûyan pêwîste ku hevkarî û piştgiriya pêşvebirina rewşa demokrasiyê û mafên mirovan û azadiya raderbirînê bikin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed bi helkefta destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê, peyamek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand û tê de tevî pîrozbahiyê, hêvî dike ku Rûdaw ";çavdêriyeke hûr û bêalî li ser dezgehên hikûmî û navdewletî bike";. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de ";hêvî xwest ku Tora Medyayî ya Rûdawê di duyemîn sala karê xwe de bi gurr û tîniyeke zêdetir karê xwe yê pîşeyî bike û li kêleka organ û kenalên medyayî û rojnamevanî yên din ên Herêma Kurdistanê bi awayekî hûr û bêalî çavdêriya dezgehên hikûmî û navdewletî bike";. + +Yûsif Mihemed herwiha dibêje ku ";erkê me hemûyane ku em bi hev re kar ji bo civakeke şefaf û dadperwer bikin";. + +Di dawiya daxuyaniya xwe de, serokê Parlamentoya Kurdistanê hêviya serkeftinê û berdewamiya karê pîşeyî ji Rûdawê re dixwaze. + +Hewlêr (Rûdaw)- Siyasetmedarê navdar ê Kurd û serkirdeyê bilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih behsa hinek tiştên Tora Medyayî ya Rûdawê dike ku zêdetir bala wî dikişîne. + +Berhem Salih dibêje ";Rûdaw wêstgeheke girîng a rojnamegeriya kurdî ye û çavkaniyeke girîng a nûçeyane li Kurdistan û cîhanê";. + +Berhem Salih bal dikişîne ser kuwalîtî û teknîka Portala Rûdawê û dibêje ew ji bo wî ";çavkaniyeke girîng a nûçeyane";, herwiha hêvî dike ku Rûdaw bêalî û babetiya xwe biparêze û baweriya xelkê ji dest nede. + +Her di daxuyaniya xwe de, serkirdeyê YNKê Berhem Salih pesina çend tiştên Rûdawê dike ku di sala derbasbûyî de bala wî kişandiye wek dekomentariyên li ser Kurdên li her cihekî bin, programên diyalogê, tora peyamnêran û kuwalîtiya wêneyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ew 27 ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku ev demek bû li bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatibûn girtin, îro sibehê hatin azadkirin. +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her 27 ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku roja 3yê nîsanê derbasî Iraqê bûbûn û ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan. +Birayê yek ji wan girtiyan ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got ku ew 27 ciwan niha li kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê ne. +Her 27 xort roja 3yê nîsanê ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve li nêzîk nahiyeya Tilkêf a girêdayî parêzgeha Neynewayê ve hatibûn girtin û ji wê rojê de di zindana el-Kindî li Hey el-Erebî li bajarê Mûsilê de girtî bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi helkefta yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê, cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. + +Roj Nûrî Şaweys di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ";pîrozbahiyeke germ li stafê Rûdawê kir"; û got ku ";Rûdaw di wê dema kêm de bîner û guhdarên wê yên gelek hene";. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê hêvî dike ku ";Rûdaw bandoreke wê ya erênî hebe di pêşxistina zêdetir a karên medyayê de";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê desteya rêveber a KCKê Cemîl Bayik hişyarî da hikûmeta Tirkiyê û ragihand ku eger hikûmeta AKPê helwesta xwe neguhere wê KCKê helwesta xwe biguherîne. + +Cemîl di gotara xwe ya ku di rojnameya Azadiya Welat de weşandiye nivîsandiye ku ";bi mezinkirina bûyera tevlîbûna hin ciwanan li nav refên gerîlayên PKKê û xistina wê di nav rojeva ragihandinên Tirkiyê de, hikûmeta AKPê dixwaze gav ne avêtinên xwe di pêvajoya aştî û çareseriyê de veşêre";. + +Bayik di gotara xwe de hişyariyê dide hikûmeta Tirkiyê û tîne ziman ku ";eger hikûmeta AKPê helwesta xwe ya derbarê pêvajoyê de neguherîne, wê KCKê helwesta xwe biguherînin";. + +Cemîl Bayik destnîşan kir ku ";sedema bingehîn a ku hin malbatên ku ji aliyê MÎT û saziyên dewletê ve tên rêxistin, çalakiyan dikin ewe ku şerê psîkolojîk bi rê ve bibin û pêşî li tevlîbûna gerîla were girtin";. + +Hevserokê KCKê da zanîn ku ";heta ku AKPê gavên cidî di çareseriya pirsgirêka Kurd de neavêje, wê ciwanên Kurd tevlî gerîlayan bibin";. + +Ev nêzîkî heftiyekê ye hin malbatên Kurd bi armanca ku zarokên wan yên tevlî PKKê bûne vegerînin mal, çalakiya rûniştinê li ber avahiya şaredariya Amedê li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxisitna bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku çekdarên DAÎŞê 10 hemwlatiyên sivîl li gundê Tilîliyê li rojavayê bajarê Serêkaniyê îdam kirine. Berdevkê YPGê jî dibêje ku li gundê el-Rawiye şerekî giran navbera wan û çekdarên DAÎŞê derketiye. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku çekdarên DAÎŞê îro serê sibehê êrîşî gundê Tilîliyê kirin û 4 zarok, jinek, ciwanek û 4 zilam bi guleyan îdam kirin. + +Li gor zaniyariyên wê rêxisitnê, çend kesên din jî li wî gundî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatine îdamkirin. + +Rewangeha Sûriyê diyar kir ku çekdarên DAÎŞê nîvê şeva borî otombîleke bombekirî li gundê Temad li rojavayê Serêkaniyê teqandine û çend kesên di encam de bûne qurbanî, lê rêxistinê hejmara qurbaniyan aşkere nekir. + +Îro nîvro, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi ser PYDê ve tên naskirin, Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku çekdarên DAÎŞê komkojiyek derheqê gundiyên Tilîliyê pêk anîne. + +Her li gor berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, li derdora gundên el-Rawiye û Til Xenzîr ên li rojavayê Serêkaniyê, ";şerekî giran di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê de derketiye";. + +Rêdûr Xelîl diyar kir ku di wî şerî de ";bi dehan çekdarên DAÎŞê hatine kuştin"; û çend şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane. + +Duh, televizyona el-Alem a îranî belav kiribû ku ";çekdarên DAÎŞê 47 şervanên YPGê li gundê el-Rawiye li rojavayê Serêkaniyê kuştine";. + +Di nûçeya wê televizyonê de hatibû gotin ku ";di şerê li wî gundî de, 15 şervanên YPGê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 şervanên din jî di kemînekê de hatin kuştin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera HDPê ya bajarê Şirnexê Selma Irmak ragihand ku hikûmeta Tirkiyê di rêya siyasetên xwe yên li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd re, riya çiyan vedike. + +Irmak ji raya giştî re got ";Bila hikûmet jêrzemînekî qanûnî çêbike, em rêyên derketina çiyan bixetmînin û tev bi hev re yên ku li çiyan dimînin em daxînin";. + +Selma Irmak herwiha got ";Serokwezîrê Tirkiyê li ser êş û jana dayikan dixwaze siysetê bike, eger ew rast li ber dayikan dikeve bila pêdiviyên çareserkirina pirsgirêka Kurd pêk bîne";. + +Parlamentera HDPê ya Şirnexê herwiha got ";Eger niyeta Erdogan bi pêkanîna plana B û C a çareserkirina pirsgirêka Kurd e, em tev Amade ne piştgiriyê bikin, lê berûvajî wê, ewê benzînê bavêje agir û ew agir wê tevayî Tirkiyê bişewtîne";. + +Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, kamyonek ji rê derket û di encamê de 2 kes mirin. + +Duh li ser rêya navbera bajarên Merîwan-Seqziê li Rojhilatê Kurdistanê, kamyonek ji rê derket û çû binê gelî. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de ku ji ber leza zêde ya kamyonê çêbûye, şofêrê kamyonê û kesekî din ku pê re bû, jiyana xwe ji dest dan. + +Berpirsê polîsê Sine, Remezan Nadirî jî li ser bûyerê ji ajansa Mehrnewsê re got, beşek ji rêya navbera Merîwan û Seqizê gellekî metirsîdar e û ji ber wê jî hinek caran bûyerên wiha çêdibin. + +Remezan Nadirî, da zanîn, par li vê rêyê de herî kêm 37 bûyerên tirafîkê çêbûn ku di 5 bûyeran de mirin çêbûn û gellek kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Portala Rûdawê, Hêmin Lihonî, diyar kir ku Rûdawê qonaxên zehmet derbas kir ji ber wê jî ew piştrast in ku Rûdaw dê sala bê serkeftîtir be. + +Bi helkefta yekemîn salvegera pexşa televîzyon û radyoya Rûdawê, Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî, diyar kir ku Rûdaw di werza nû û sala nû de dê gavên mezintir bavêje û kêmahiyên xwe yên par derbas bike. + +Hêmin Lihonî, got ku Rûdawê bînerên kurd ji qonaxa lokalîbûnê derxist û wiha axivî: ";Berê xelk ji bona dîtina gotineke Obama li televîzyonên biyanî dinêrîn lê niha Rûdaw di vî warî de milê xwe li milê televîzyonên cîhanê dide";. + +Rêveberê Portala Rûdwê her wiha got ku portal Rûdawê û ";app";ên wê dê di demek nêzîk de bên nûkirin û dê bi pêşketinên teknolojîk re bên guncandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê bajarên Nexede û Şino li Parlamentoya Îranê, Ebdulkerîm Husênzade derbarê arîşeya nefirotina berhemên baxçeyên sêvan ên her du bajaran hişyarî da Wezîrê Çandiniyê yê Îranê û daxwaz kir ku ev arîşe bê çareserkirin. + +Endulkerîm Husênzade derbarê nefirotina sêvên sala borî ku heta niha di firêzeran de mane û zirara ku gihîştiye cotyaran ji sermaya îsal, hişyarî da û daxwaz ji Wezîrê Çandiniyê yê Îranê kir ku çareseriyekê ji vê arîşeyê re bibîne û hevkariya bexçevanan bikin. + +HusênZade got jî: ";Berhema sêvan yek ji girîngtirîn beşê webrehênanê li parzêgeha Ormiyê ye, lewma nefirotin û xirabiya seqayê zirara aborî gihandine parêzgehê."; + +Nûnerê Nexede û Şino bi pêwîst jî zanî ku ";Hikûmet vê qeyranê kontrol bike û piştgiriya bexçevanan bike."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Sosyolog û nivîskarê navdar ê tirk û dostê nêzîk ê gelê kurd Îsmaîl Bêşîkçî, diyar kir ku komara îslamî ya Îranê heta niha jibilî bidarvekirin, girtin û terorkirina kurdan tiştek ji kurdan re nekiriye. Bêşîkî, her wiha got, dema behsa pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê kirin, Dr. Ebdurehman Qasimlû û bûyera terorkirina wî tê bîra mîn. +Nivîskar û sosyologê tirk û dostê nêzîk ê gelê kurd Îsmaîl Bêşîkçî, ku îro bi helkefta yekemîn salvegera pexşa Rûdaw TV û Radio Rûdawê serdana navenda giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kiribû, ji aliyê Rûdawê wek ";Kesayetiya Salê ya Rûdawê"; hat ragihandin. +Îsmaîl Bêşîkçî, di daxuyaniyeke taybet de li ser Rojhilatê Kurdistanê û pirs kurd li Îranê got, dema behsa Rojhilatê Kurdistanê tê kirin Dr. Ebdulrehman Qasimlû tê bîra min ku roja 13ê Tîrmeha sala 1989an li paytexta Nemsayê (Austurya), Vianna, ji aliyê Îranê ve hat terorkirin. +Bêşîkçî, diyar kir ku di wê rojê de Dr. Qasimlû bi ";komek dîplomatên îranî"; re di civînê de bû lê di rastiyê de ew pasdar bûn ku kincên dîplomatan li ber xwe kiribûn û wiha axivî: ";Helbet çawaniya terorkirina Dr. Qasimlû û hizr û helwesta Îranê li hember pirsa kurd û helwesta civaka navdewletî li hember vê bûyerê gellekî girîng e, ji ber ku bikujên Dr. Qasimlû di demeke kurt de karîn ji Nemsayê derkevin û hikûmeta Nemsayê jî nekarî tiştekî bike."; +Îsmaîl Bêşîkçî, behsa hewl û xebatên hevjîna Dr. Qasimlû ji bona dîtin û darizandina bikujên wî kir lê xebata wê bêencam ma çimkî Nemsayê nedixwast dadgeh were damezirandin û tohmetbarên kuştina Qasimlû bên darizanin, ji ber ku nedixwest pêwendiyên Vianna û Tehranê têk biçin. +Kesayetiya Salê ya Rûdawê, destnîşan kir, ev jî hemû ji ber wê yekê bû ku kurd di saziyên fermî yên navdewletî de xudan kursî nebûn û binpêkirina mafên kurdan û zilma li hember wan ji dewlet û welatên din re zêde girîng nebû û nîne lewma divê ne tenê kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê hemû kurd vê yekê bizanin ku ti dewletek naxwaze ji ber xatirê kurdan berjewendiyên xwe bixe xeterê. +Îsmaîl Bêşîkçî, di dawiyê de ji hemû kurdan xwest ku xwe pêş bixin û li benda dewletan nemîn bi taybet medyaya kurdî divê rola xwe di vê barê de bilîze. + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê malbatên ku dibêjin zarokên wan li cem PKK'ê ne û ew dixwazin zarokên wan vegerin malê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalekiya xwe ya rûniştinê didomînin û ji bo çarenûsa çalekiya xwe jî civînên xwe didomînin. + +Ji roja 19ê Gulanê ve malbat li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rûniştî ne û daxwaz dikin ku PKK zarokên wê vegerînin malên wan. + +Di 10emîn roja çalakaiyên demalbatan karîn bi Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş re civiyan, piştî hevdîtinê jî malbatandiyar kirin ku hevdîtina wan erênî bû. + +Herwiha ew malbet ne bitenê vo vegera zarokên xwe ev çalakiya han berdeam kirine, lê ew dixwazin ku hemû garîle vegerin malên xwe û çareseriyeke mayînde û aştîtiyeke lezgîn jî dixwazin. + +Malbat dibêj ku ew naxwazin têkevin nav lîstikên siyasî de û tenê dixwazin zarokên wan bi saxî û selametî vegerin malên xwe. + + +Domîz (Rûdaw)- Berî salekê li Kampa Domîzê, ya ser bi parêzgeha Dihokê vem ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistanê agir girte malekê li kampê û di encam de 2 zarokan jiyana xwe jidest dan û zarokek din jî bi giranî birîndar bû û piştî hefteyekê ji ber giraniya birînan wê zarokê jî jiyana xwe jidest da. +Rûdaw wê demê li cihê bûyerê bû, niha jî piştî salekê Rûdaw dîsa li cihê bûyerê ye, çû cem wê malbatê û li rewşa wan pirsî, ka rewşa wan çi ye, kî ji wan re dibe alîkar. + +Heriwiha peymanêrê Rûdawê pirsiyar kir bê çawa mala wan hate şewitandin, bi xwe hate şewitandin yan jî hinekan şewitandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Muslim, diyar kir ku di encama êrişên çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de ";15 gundî û 6 jî endamên YPGê"; jiyana xwe ji dest dane. + +Hevserokê PYDê Salih Muslim derheqê şer û pevçûnên ku li herêma Serêkaniyê ya di navbera YPGû çekdarên DAIŞê de qewimiye de agahî da nûçegihanê AAê û ragihand, di wî şerê de 6 endamên YPGê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: ";Wek ku tê îdiakirin 45-50 kes nehatine kuştin."; + +Salih Muslim, da zanîn ku şer li rojavayê Serêkaniyê didome û eşkere kir, jibilî endamên YPGê, 15 gundiyên gundê Tilîliyê ku di nav wan de 7 zarok û 4 jin jî hene, jiyana xwe ji dest dane. + +Hevserokê PYDê anî ziman ku gundê ku hatiye dorpêçkirin, 15 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye û ew gund wek gundê kurdan tê zanîn lê niha erebên ku ji ber şer reviyane jî li wê derê bi cih bûne. + +Muslim destnîşan kir ku DAIŞ dixwaze sivîlên ku kuştiye jî wek milîtanên YPGê nîşan bide û wiha dewam kir: "Niha hejmara miriyan tam nayê zanîn û dibe ku hejmar zêde bibe."; + +Derbarê hilbijartinaSerokomariyê yaSûriyê de jî Salih Muslim, got: "Li gor daxuyaniya rêveberiya demokratîk herêmên ku di bin rêveberiya me de nedê ti sindoq neyên danîn." + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê bê lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandan wê îro saet 12.30 bi dema Qamişlo li ser banga grûpeke bi navê ";Hêza Qamişlo"; li taxa Qenat Siwês derkeve. + +Xwepêşandana îro li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed û 2 nazmedên din tê de rikberiyê dikin û biryar e roja 3yê hezîranê birêvebiçin. + +Tevî ku partiyên kurdî van hilbijartinan ";ne rewa"; dibînin û boykot kirine, lê xwepêşandana îro dê ya yekemîn be ku li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyeke kurdî derdikeve. + +Heta niha gelek xwepêşandanên alîgirên Esed li bajarê Qamişlo derketin, bi taybet di vê dema dawî de. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Fehid Casim el-Firêc bi serdanekê hat bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û ligel hêzên artêşa Sûriyê li bajêr civiya. Ev serdan jî piştî gelek serdanên din ên wezîr û berpirsên hikûmeta Sûriyê bo Qamişlo tên ku bi taybet di destpêka vê salê de bi awayekî berçav û berûvajî salên berê, zêdetir bûne. + +Li gor nûçeya ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, wezîrê bergiriyê Fehid Casim el-Firêc duh pêcşemê di rêya balafirgeha Qamişlo re hat bajêr û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên leşkerî û ewlekariyê û yên Partiya Baes ve hat pêşwazîkirin. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku ";el-Firêc serdana hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo kiriye û agehdarî amadebaşiya wan bûye"; herwiha bal kişand ser ";morala bilind a leşkeran û israra wan li ser bidexistina serkeftinê";. + +El-Firêc ku di heman demê de cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yê Sûriyê ye, di serdana xwe de silavên serokê Sûriyê Beşar Esed gihande hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo. + +Her li gor nûçeya SANAyê, wezîrê bergiriyê gotiye ku ";xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtiya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan pêlanan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de finte derbikeve holê";. + +Wezîrê brgiriyê yê Sûriyê di serdana xwe de peyameke tund ji hêzên opozîsyonê re şand û got ku ewê li her cihekî li Sûriyê şerê ";trorîstan"; bikin, wek amajeykê ji bo hêzên opozîsyonê ku rejîma Sûriyê wan wek ";terorîst"; dide naskirin. Fehid Casim el-Firêc herwiha tekîd kir ku ";parêzgeha Hesekê beşeke sereke ye ji Komara Erebî ya Sûriyê û ew dest ji santîmetreke wê bernadin";. + +Qamişlo wek paytexta Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, tê naskirin, lê ew heta niha di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye. Li kêleka hêzên rejîmê, hêzên YPGê li taxên Kurdan, hêzên Sotoro li li taxên Xristiyana û çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris li taxê Ereban belav dibin. + +Li derdora Qamişlo jî, hêzên artêşê 2 navendên wan ên leşkerî yên mezin hene, navenda yekem li nav balafirgeha Qamişlo ye û ya din li navçeya Terteb li başûrê bajêr e. Li gor zaniyariyên ku berî niha belav bûne, nêzîkî 5 hezar leşker li her du navendan hene. + + +Ormiyê (Rûdaw)- Hêzên ewlekariyê xwepêşandana Kurd, Azerî û Ermenên bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê hatibû lidarxistin, dorpêçkirin û 3 kes jî binçav kirin. + +Duh, 29.03.2014, li ser banga Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê di daxuyaniyekê, Kurd, Azerî û Eremnên Ormiyê xwepêşandandekê li dar xistin û nerazîbûna xwe li ser xemsariya desthilatdaran li ser zuhabûna Gola Ormiyê anîn ziman. + +Dema ku her sê pêkhateyên Ormiyê daketin cadeyê, hêzên ewlekariyê yên Îranê xwepêşandan dorpêç kirin û 3 xwepêşander binçav kirin û ew bir bi cihekî nediyar ve birin. + +Li gor ku hatiye ragihandin yek ji wan kesên ku hatiye binçavkirin xwendekarekî zanîngeha Ormiyê ye bi navê Mihemed Xan Mîlan û yê duyem bi navê Omer Hemdî ye lê kesê sêyem ê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin navê wî nehatiye naskirin. + +Berî lidarxsitina xwepêşandanê, hêzên ewlekariyê cadeya Serdaran, Haziz, Pênc Rê û cadeya Xumênî dorpêçkiribûn û lêpirsîneke tund ligel her hemwelatiyakî derbas dibû dikrin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Serêkaniyê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) komkujiya ku çekdarên DAÎŞê li gundê Tilîliyê derheqê sivîlan pêk anîne, bi tundî şermezar kir û piştgirî da Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê leşkerî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. + +Di 28ê vê meha gulanê de, şer û pevçûn navbera hêzên YPGê û çekdarên DAÎŞê li gundên li rojavayê bajarê Serêkaniyê wek el-Rawiye, Til Xenzîr, Til Bîlal, el-Firêse, Tilîliyê, Timad û Qoncaq destpêkirin. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku di şerê 2 rojên borî de ";86 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 16 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane";. + +Her di şerê li gundê Tilîliyê de, çekdarên DAÎŞê komkujiyek derheqê sivîlan pêk anîn û ew bi guleyan îdam kirin, ku li gor Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, di encama komkujiyê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 7 zarok, 4 zilam, 3 jin û ciwanek hene. + +Li hember vê komkujiyê, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê daxuyaniyek derxist û tê de êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî gundên Serêkaniyê şermezar kir û got ku ";DAÎŞê ne tenê komkujî derheqê gundiyên Tilîliyê pêk aniye, lê belê gelek kes jî revandine û bi hezaran donim erd jî şewitandine";. + +Di daxuyaniya xwe de, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê daxwaz kir ku rêxistinên mafên mirovan û hêzên opozîsyonê, bi taybet Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, êrîşên DAÎŞê yên li dijî navçeyan Kurdan şermezar bikin. + +Her di daxuyaniya xwe de û berûvajî helwestên sekreteriya giştî ya ENKSê ku ti carî bi fermî piştgirî nedaye YPGê wek hêzeke leşkerî, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê ragihand ku ";ew piştgiriya şervanên YPGê dikin ên ku rûbirûyê çekdarên DAÎŞê dibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li bajarokê Qebasîn ê girêdayî parêzgeha Helebê, nêzîkî 200 hemwelatiyên sivîl ên Kurd revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh pêncşemê, çekdarên DAÎŞê herî kîm 193 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê li nêzîkî bajarê Babê revandin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kesên hatine revandin temenê wan di navbera 17 heta 70 salî de ye. + +Rewangeha Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, diyar kir ku duh çekdarên DAÎŞê avêtin ser malên hemwelatiyan li Qebasînê û malên wan teftîş kirin. + +Rewangeha Sûriyê diyar kir ku di 30ê tebaxa 2013an de kasteke vîdyo gihişte ber destê wê ku tê de derdikeve ku çekdarên DAÎŞê 30 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê girtibûn û kesekî bi zimanê erebî û bi şêwezarê misrî ji girtiyan re diaxifî. + +Li gor rewangeha ku ew vîdyo belav nekiriye, kesê ku diaxife ji girtiyên Kurd dixwaze ku ";tewbe bikin û bêjin ew êdî tevlî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rejîm û grûpên îslamî nabin û alîkariya wan jî nakin";. + +Ew çekdarê DAÎŞê herwiha gef li girtiyên Kurd xwariye ku ";eger ew tevlî PYDê, rejîm yan jî her aliyekî din ê ku şerê Xweda û Pêxember dikin bibin, ewê wek kesekî ji ola îslamê derketiye bê naskirin";, li gor DAÎŞê jî ew kes dê were îdamkirin. + +Merîwan (Rûdaw)- Qaymqamê bajarê Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê, Mihemed Felahî ragihand ku rewşa Gola Zerêwar metirsîdare û her ku diçe gol pîstir dibe. + +Mihemed Felahî da zanîn ku herdem rayedarên Zerêwarê navenda geştiyariya rojavayê Îranê ye, lê niha ava pîs ya gundên derdorê diherike nava Gola Zerêwarê. + +Qaymqamê bajarê Merîwan got jî ku ";Tevî hinek hewil, lê xemsariya di kar û xebatên wan de zêdetire û eger rewş bi vî awayî berdewam be egera jinavçûna golê dikeve rojevê de."; + +Ji aliyek din ve rêveberê giştî yê îdareya parastina jîngehê li Sin, Nasih Qadrî jî ragihand ku ";Ez vê xemsariyê red nakim, lê nabe ku hewlên bo rizgarkirina golê bên jibîrkirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi amadebûna nêzîkî 15 partî û rêxistinên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê, konferansek tê lidarxistin. + +Çavkaniyek ji komîteya amadekar a konferansê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku armanca sereke ya wê konferansê gotûbêjkirina pirsgirêkên dawî yên di navbera partî û rêxistinên kurdî de, bi taybetî, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de. + +Li gor heman çavkaniyê, wê konferans bangekê ji hemû aliyan re bişîne û ji wan daxwaz bike ku yekser şerê ragihandinê yê tund di navbera xwe de rawestînin, pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê re çareser bikin û dawî li êrîşên li dijî kesayetiyên Kurd û biçûkirina wan bînin. + +Konferans wê saet 6 piştî nîvro destpêbike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro salvegera destpêka şerekî giran ê di navbera şervanên Simayîl Axayê Şikak li Ormiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye ku li dijî desthilata wê demê ya Îranê bû. + +Di heman rojê de şerê Osmaniyan li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. + +Simkoyê Şikak di çendîn şeran de zirarên giran dane leşkerên Îranê û soza berdewamiya şer heta mirinê dabû. + +Simayîl Axa yek ji wan serkirdeyên Kurd e ku baweriya wî bi feodalîzê tine bû û tenê ji bo nasyonalîzma Kurdî û ji bo avakirina Kurdistanê kar dikir. + +Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak + +*Sala 1887an li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. + +*Ji şaxê Evdoyiyayn ya Şikakên Ormiye û Selmasê tên hesibandin. + +*Li gor gotina mezinên Evdoyiyan, Simko dema kuştina Cewer Axa 18 salî bû. + +*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da heta dimîne di şerê hikûmetê de berdewam be. + +*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. + +*Yek ji serkirdeyên Kurdan bû ku şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê neteweyî bû. + +*Hejmara pêşmergeyên wî carna gihiştiya 20 hezar pêşmerge. + +*Serhildêr û serkirdeyekî Kurd ê ji êla Şikakan bû. + +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. + +*Li gorî hin çavkaniyan weke ";Bavê Nasyonalîzma Kurdî"; hatiye naskirin. + +*Serhildana Simkoyê ‎Şikak nêzîkî 25 salan dom kir. + +*Piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. + +*Simko ji bo cara yekem karî hemû hêzên êl û eşîretên Kurdan li dora ‎hev bicivîne. + +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. + +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk kî bixweze ewê bibe desthilatdar. + +*Ji şerên mezinên Simko şerê girtina bajarê Ormiyê, şerê Gulmanxaneyê, şerê Miyanduawê, şerê Şekeryazî, şerê Sarî ‎Tacê, şerê Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. + +*Dema ku Ermeniyan dixwest Ormiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin. + +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. + +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. + +*Sala 1925an Riza Şayê Îranê çû serdana Simkoyê Şikak. + +*Simko bi 5 hezar pêşmergeyan ve pêşwaziyeke sar li Riza Şa kir. + +*Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje. + +*Roja 30ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Ormiye hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Herêma Kurdistanê a ku li bazarên Ewropayê hatiye firoştin, aşkere dike. + +Biryar e roja çarşemê ya bê, Nêçîrvan Barzanî ligel serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokê frakisyonên nav parlamentoyê bicive. + +Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîn ";bi mebesta aşkerekirina dahata petrola Herêma Kurdistanê ye ya ku hatiye firoştin";. + +Omêd Xoşnaw herwiha got ku ";civîna li ser xwesteka serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û ew dixwaze dahata petrolê ji nûnerên xelkê re aşkere bike";. + +Tevî ku biryara lidarxsitina civînê derketiye, lê hîn nexuyaye bê civîn wê li avahiya Parlamentoya Kurdistanê yan jî li avahiya Encûmena Wezîran were lidarixstin. + +Roja çarşemê ya borî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da parlamenteran. + +Roma (Rûdaw)- Îro, Înê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel Wezîra Derve ya Îtaliya Federica Mogherini civiya, li gor gotina Mogherini jî, civîna ligel Barzanî ";Serkeftî bû."; + +Piştî civîna ligel Mesûd Barzanî, Wezîra Derve ya Îtaliya Federica Mogherini ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Civîna me bigiştî serkeftî bû."; + +Herwiha Mogherini behsa beşek ji naveroka civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: ";Me têkiliyên du qolî bigiştî gotûbêjkirin, bi taybetî jî em li ser têkiliyên siyasî û aborî rawestan û ew têkilî di astekî gelek baş de ne."; + +Mogherini amaje kir ku niha 400 projeyên weberhênanê yên hikûmeta Îtaliya li Herêma Kurdistanê hene ";Lrewma em hewil didin ku wan têkiliyan baştir bikin."; + +Herwiha Wezîra Derva ya Îtaliya aşkere kir ku behsa paşeroja Rojihlata Navîn û krîza Sûriyê jî di civîna ligel Barzanî de hat kirin. + +Duh pêncşemê, li Romayê, serokê Herêma Kurdistanê ligel encûmena pîran a Îtaliyayê civiya. + +ligel Barzanî pêk tê ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtaliyayê, rêveberê giştî yê karûbarê Xristiyanan di wezareta ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal. + +Herwiha piştî civîna ligel Wezîra Derve ya Îtaliya, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kir û liegl Pap Fransis civiya. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Cendirme êrîşî xwepêşanderên Licê ya Amedê, yên ku rêya Çewlik-Amed girtine, kirin. + +Ev 6 rojin çalakî li dijî avakirina qereqolan ji aliyê hikûmeta Tikriyê ve, li devera Licê ya Amedê li Bakurê Kurdistanê berdewame. + +Îro, 30.05.2014, serê sibehê, hêzên Cendirme bi gaza firmêskrêj êrîşî xwepêşanderan kirin da ku wan belav bike, di himber de xwepêşanderan bi Molotvên destkird bersiva êrîşa Cendirmeyan dan. + +Herwiha pêr, 28.05.2014, jî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro înê xwepêşnadanek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarixstin. Xwepêşandan bê ti astengî bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşadan piştî nimêja înê li pêşiya mizgefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês birêveçû. + +Di xwepêşandanê de nêzîkî 50 kes beşdar bûn û wek çend xwepêşanderan ji Rûdawê re gotine ku xelk ji tirsa girtin an jî derkirina ji wezîfeya hikûmî, tevlî xwepêşandanê nebûn. + +Xwepêşanderan siloganên li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê û rejîma Beşar Esed bilind kirin, herwiha ev hilbijartin wek ";hilbijartinên xwînê"; bi nav kirin. + +Xwepêşandana îro li ser banga grûpeke bi navê ";Hêza Qamişlo"; hat lidarxistin. + +Tevî ku partiyên kurdî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ";ne rewa"; dibînin û boykot kirine, lê jibilî serkirdeyekî Kurd, ti serkirdeyên din ên partiyên kurdî tevlî xwepêşandana îro nebûn. + +Xwepêşandana îro ya yekemîn bû ku li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyeke kurdî derdikeve. + +Heta niha gelek xwepêşandanên alîgirên Esed li bajarê Qamişlo derketin, bi taybet di vê dema dawî de. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mihemed ragihand ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên wan nayên kirin. + +Berdevkê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, got ku ";ti sidnoqên dengdana ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên di bin kontrola rêveberiyê de nayên danîn";. + +Rojnameya el-Şerq el-Ewset li ser zarê Ciwan Mihemed nivîsandiye ku ";dibe ku rejîma Sûriyê hinek sindoqên dengdanê derbasî gundên Erebên Xemir bike ji bo ku pirsgirêkan di navbera xelkê wan gundan û Kurdan de derxîne holê";. + +Ev daxuyanî di demekê de ye ku berî niha serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso û cîgirê wî Hisên el-Ezam ji televizyoneke nêzîkî rejîma Sûriyê re ragihandibûn ku ew rê li ti kesî nagirin ji bo ku dengê xwe di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de bi kar bînin. + +Li gor ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, ";wê 414 sindoqên dengdanê li her du bajarên Hesekê û Qamişlo û navçeyên nêzîkî wan bên danîn";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, nêzîkî 15 partî û saziyên siyasî yên kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê dicivin. + +Îro (30.05.2014) saet 18:00 bi dema Hewlêrê, hinek partî û saziyên siyasî yên kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê civînekê li dar dixin. + +Endamekî Lêjneya Amadekar a civînê, ji Rûdawê re got, mebesta vê civînê ew e ku li ser nakokî û aliyên ku vê dawiyê di navbera partiyên kurdî de bi taybet nakokiyên navbera PKK û PDKê her wiha PYD û PDK-Sê derketine, were axaftin. + +Wî jêderî her wiha anî ziman ku di civînê de dê ji partiyên kurdî were xwestin ku di demek kurt de şerê ragihandinê yên li dijî hev bidin sekinandin û arêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. +Dihok (Rûdaw) - Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê du çadirên penaberan şewtîn û di encamê de zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayê wî jî bo nexweşxaneyê hat şandin. +Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dihokê ragihand ku îro demjmêr 5ê êvarî du çadirên penaberan li kampa Domîzê şewtîn ku xelkê bajarokê Tilhemîsê ne û Ereb in û ji ber vê bûyerê zarokekî temen 2 salî ku navê wî Leys Miwefeq Hesen e, jiyana xwe ji dest da. +Li gorî agahiyên peymnêrê Rûdwê,di bûyerê de birayê wî zarokî yê bi navê Qeys Miwefeq Hesen jî birîndar bû û bo nexweşxaneya bajarê Dihokê hat şandin. +Hat gotin ku rêjeya şewata Qeys 30% e. +Li kampa Domîzê 24 malbatên bajarokê Til Hemîs hene, ku hemû ereb in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Civîna partî û saziyên kurd li ser nakokiyên navbera PKK û PDKê û PDK-Sê û PYDê, li Hewlêrê dest pêkir. + +Organîzatorê civînê û nûnerê PDK-Bakûr Dr. Mûsa Kaval, ji Rûdawê re got, mebesta me ji vê civînê ew e ku partiyên mezin ên mîna PKK û PDKê û hemû partiyên kurd nakokî û arîşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin nek bi rêya tundî û şerê ragihandinê. + +Dr. Mûsa Kaval, li ser çimaniya çênebûna Kongireya Netewî ya Kurd (KNK) jî got, bêguman eger Kongireya Netewî çêbiba dê niha bo çareserkirina arîşeyan navbeyinkarî bikira lê dîsa jî pêwîstî bi sazkirina kongirê heye. + +Dr. Kaval, da zanîn ku di dawiya civînê de dê bangewaziyekê derbixin û bang li PKK û PDK û hemû partiyên kurd bikin ku li şûna gef û tundiyê arîşe û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin. + +Li gorî agahiyên Dr. Mûsa Kaval, nûnerên PKK, PDK, PYD, PDK-S, YNK, Tevgera Gorranê bo civînê nehatine vexwendin. + +Organîzatorê civînê li ser sedema venexwendina nûnerên YNK û Gorranê jî got, karûbarên wan partiyan pir e lewma me nexwest em dema wan bigirin. + +Hat zanîn, di civîna îro de nêzîkî 15 partî û saziyên siyasî yên kurd beşdar bûne ku navên hinek ji wiha ne: PDK-Bakûr, HDK (Rojhilat), her du baskên Komeleya Zehmetkêşanê (Rojhilat), PSDK (Başûr), PAK (Rojhilat) her wiha 5 partiyên Rojava jî beşdar bûn. + +Amed (Rûdaw) - Di salên 90'î di navbera PKK'ê û Hizbullahê de şereke gellek gurr û bi xwîn hebû. Di vî şerî de gellek kes hatin kuştin ku hîn jî termê hinek kesan nehatiye dîtin. Di vî şerî de dihate îddakirin ku Hizbullah ji aliyê dewleta kûr ve li dijî sempatîzanên PKK'ê tê bikaranîn. + +Niha jî ji hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û vir ve şer û pevçûn di navbera PKK û Hizbullahê de rû didin. Pispor vê yekê bi konjonkturê ve girê didin. + +Her çiqas metirsiyeke vegera salên 90î derketibe holê jî lêkolîner tînin ziman ku vegera wê demê ji bo herdû aliyan jî dê encamên ne baş debixe holê ji ber vê yekê jî rewş nabe wek berê. + +Hizbûllaha Tirkiyê piştî serokê wan Huseyîn Velîoglu li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiye yê ve hatibû kuştin êdî çalakiyên çekdarî nekiribû û pêşî bi Cemiyeta Mustazefan û herî dawî jî bi Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) re ketibû nav siyasetê... + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya îslamî ya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, bi tundî êrişî PKK û BDPê kir û ragihand, PKKê li dijî HUDA-PARê şer ragihandiye. +Serokê Giştî yê HDUA-PARê Zekeriya Yapicioglu, îro li ser revandin û kuştina endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û PKK bi kuştin û revandina endam û alîgirên xwe û êrişên li dijî HUDA-PARê tohmetbar kir. +ZekeriyaYapicioglu, ji PKKê xwest, eger berpirsê HUDA-PARê yê navçeya Dîcle ya Amedê Ercan Alparslan, ku roja 28ê vê mehê ji aliyê komek çekdar ve hatibû revandin, neyê berdan yan jî zirarê bibîne êdî bila ti kes behsa pêvajoya aştiyê neke. +Yapicioglu, diyar kir ku êrişên PKKê yên li dijî partiya wan tê wateya ragihandina şer û wiha got:";Me her car got ku divê em siyasetê bikin, ew jî behsa siyasetê dikin lê di binî de li dijî me şer radigihînin."; +Serokê Giştî yê HUDA-PARê gefa bersivdanê li PKKê xwar û got, beriya niha êrişî me kirin lê me ev yek di çarçoveya siyaseta derxistina aloziyê ya BDPê de nirxand û me ji alîgirên xwe xwest li ser xwe bin lê eger bûyer mezin bibin em êdî nikarin ti kesî zeft bikin. +Berpirsê HUDA-PARê yê Dîcleyê, Ercan Alparslan roja 28ê Gulanê ji aliyê komek çekdar ve hatibû revandin û di heman rojê de endamekî wê partiyê li bajarê Mêrdînê hatibû kuştin. + +Broksel (Rûdaw)- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku navenda wê li bajarê Brokselê ye û hinek alî wê wek rêxistineke girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav dikin, îro li paytexta Belcîka Brokselê kongreya xwe li dar dixe. + +Kongreya KNKê ku dê bibe kongreya 14an, îro 31/5/2014 û sibê 1/6/2014 bi beşdariya çend aliyan û hejmarek rewşenbîran birêvediçe, yek ji aliyên beşdar jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. + +Berpirsê desteya rêveberê ya YNKê Mela Bextyar wê gotarekê di kongreyê de pêşkêş bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakiyên li hember çêkirina qaraqolan ku ev demeke destpêkirine, di serî de li navçeyên Pasûr û Licê ya Amedê, navçeya Vartoya Mûşê, navçeya Beytuşebaba Şirnexê û çiyayê Maskena yê girêdayî Şemzînana Colemêrgê û li gelek cihên din, didomin. + +Di saetên sibê de li navçeya Vartoya Mûşê ji aliyê xwepêşanderên ku li dijî çêkirina qereqolan çalakî li dar dixin, rê hat qutkirin û otombîleke di çêkirina avahiyên qereqolê de kar dikir hat şewitandin. Di encama pevçûnên navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û xwepêşanderan de 11 leşker bi keviran birîndar bûn. + +Herwiha li navçeya Licê jî ku ev heftiyeke çalakiya rê girtinê ji aliyê xwepêşanderan ve berdewam dike, dîsa di navbera leşkeran û çalakvanan de pevçûn derket. Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên pilastîkî destêwerdana xwepêşanderan kir, xwepêşanderan jî bi kevir û bomeyên ezmanî û yên deng êrîşî leşkeran kirin. + +Hat ragihandin ku leşkeran danê sibê ber bi qereqola Duruyê ve vekişiyan. Di encama van pevçûnan de 4 leşker û hemwelatiyek birîndar bûn. + +Li gor agahiyan, heta niha piraniya rêyên ku ji Licê ber bi Pasûr, Hênê, Çewlik û Mûşê ve diçin, ji ber çalakiyan girtî ne. + +Li aliyekî din û li gor ku medyaya Tirkiyê, li navçeya Beytuşebabê ya bi ser Şirnexê ve, gerîlayên PKKê 3 kemyonên înşaatê şewitandin. + +Hevserokatiya KCKê derbarê van bûyeran de diyar kir ku artêşa Tirkiyê li Licê êrîşî çalakvanên ku li hemberî çêkirina qereqolan xwepêşandanê dikin, kirie û di vê êrîşê de gelek kes birîndar bûne. + +KCKê herwiha got ku ";hikûmeta Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze ku berxwedana demokratîk a li hember çêkirina qereqol û bandavan vemirîne";. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay jî ragihand ku ";ev tevgerên ku rêxistinên PKKê li herêmê dike li dijî pêvajoya aştiyê ne, lê hikûmet dizane ku kiryarên wiha wê di vê pêvajoyê de derbikevin, ji ber ku ev pêvajo di yek astê de nameşe, wê hilkişe û dakeve û ev jî tişeteke normal e, lê tevî van hemû kêmasiyan jî pêvajo hîn di rêya xwe de dewam dike, ji ber ku hikûmet û gelên li Tirkiyê tev bi aştiyê re ne";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja 18ê vê mehê 3 dayik li pêşiya şaredariya Amedê çalakiyek li dijî ";revandina zarokên wan ji aliyê PKKê ve"; li dar xistin û her ku diçe hejmara wan dayikan zêde dibe. Îro şemiyê hejmara malbatên ku ji PKKê dixwazin zarokên wan vegerîne gihişte 75 malbatan. + +Ew malbat û dayikên zarokan li bajarên Amed, Qers, Erzerom, Mêrdîn û Izmîrê çalakiyên xwe li dar dixin û dixwazin zarokên wan vergerin. + +2 dayikên soz ji hevserokê BPDê Selahedîn Demîrtaş biribûn ku zarokên wan vegerîne, çalakiya xwe bi dawî anîn. + +Sariye Tokay yek ji wan dayikane ku ajansa Cihanê re ragihand ku ew çalakiya xwe bi dawî nayênin heta ku PKKê zarokên wan venegerîne. + +Roja înê, beşek ji wan dayikan nameyek şandin û ji PKKê xwestin ku helwesta wan li hember çalakiyê hebe û zarokên wan vegerîne. + +Duh jî Platforma Biratiyê ya Qeyseriyê tevlî çalakiya dayikan bû û ragihand ku ewê jî piştgiriya dayikan bikin heta ku zarokên wan vegerin. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji televizyona Stêrk re ragihand ku bi tenê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dikare wan kesan vegerîne, ji ber ku bi gotina Demîrtaş ";Erdogan bi gavavêtinan dikare rê li ber karên wiha bigire";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 39emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek ji wê partiyê re şand. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyê li YNKê dike û dibêje ku ";tehdiyatên mezin li ber gelê Kurd hene û di paşerojê de derfetên mezin li ber gelê Kurd hene";. + +Barzanî hêvî xwest ku salvegera damezirandina YNKê bibe sedema bihêzkirina yekrêziya hemû aliyên siyasî ji bo bergirîkirin li mafên gelê Kurd û pêşxistina doza wî ya rewa. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku tehdiyat û derfetên mezin li ber gelê Kurd hene û zêdetirî her demekê, ji hêzên siyasî tê çaverêkirin ku yekrêzî û yekdeng bin. + +Di dawiya peyama xwe de Barzanî hêviya selametiyê ji sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî re dixwaze û hêvî dike di zûtirîn dem de vegere. + +YNKê di 1ê hezîrana 1975an de hate damezirandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin de, got ku ewê her destekî bibirrin ku bixwaze vê sîstema wan hilweşîne. + +Salih Mislim îro di 14emîn kongreya ";Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)"; li Brokselê de gotarek pêşkêş kir û bal kişande ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê. + +Salih Mislim got ku ";ew xebata du sed sale ji bo azadiya Kurdistanê hatiye kirin ku ji Şêx Seîd, Qasimlo, Şerefkendî û Mela Mistefa ve didome û niha ew xebat bi şaşî û serkeftinên xwe li Rojavayê Kurdistanê berdewam e";. + +Hevserokê PYDê diyar kir ku ";serkeftin û derketina tiştên xirab li Rojavayê Kurdistanê dê bandora wê li ser 50 milyon Kurd hebe";. Herwiha got ku wan ";kariye herêma xwe ji rejîmeke serkutker û dektator paqij bikin";. + +Derbarê her sê rêveberiyên ku li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê partiya wî û hevalbendên wê de hatiye ragihandin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî nebûye, Salih Mislim got ku ";ew sîstem tevahiya pêkhateyên Mezoptamya li nav xwe digire";. + +Mislim herwiha got ku ";niha li Sûriyê her aliyekî DAÎŞê wî heye, rejîm û Tirk û hinek hêzên Kurd jî DAÎŞê wan hene û bi kar tînin";. + +Hevserokê PYDê, bê ku wan aliyan bi nav bike got ";Gelek têkiliyên me yên dîplomasî hene, lê yên ku naxwazin em serkeftinê bi dest bînin, berî me xwe gihandine gelek cihan û dest bi dijatiya me kirin";. + +Salih Mislim gef li wan aliyan xwar ku dixwazin sîstema li Rojava heye têk bibin û got ";Serkeftina vê sîstemê bi tenê rêya serkeftina me ye, me biryar daye wan destan bibirrin ku dixwazin vê sîstemê xira bikin, îcar ew her çi kesek be, ez bi xwe amade me çar carên din jî bibime bavê şehîd";. + +Hevserokê PYDê bi tundî rexne li KNKê kirin û got ";Gelek tişt ji KNKê tên xwestin lê wê tiştek pêk ne aniye, gelek caran hatiye xwestin kongreya neteweyî li ser xaka Kurdistanê bê girêdan, lê ji ber çi nayê girêdan? Ji ber çi em ji şaşiyê re nabêjin şaşî û ji reş re nabêjin reş?";. + +Salih Mislim diyar kir ku ";pêwîst bû hemû Kurd û yên li kongreyê amade ne û li her çar perçeyên Kurdistanê hemû piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin, ev saleke em hatine dorpêçkirin û hîn em teslîm nebûne, eger em li ser pêyên xwe mabin, ew jî ji ber alîkariya Kurdên diyasporayê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Kurdistanî yên ku duh li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê li hev civiyabûn û destpêşxeriya navbênkariya di navbera Partiya Demokrat a kurdistan PDKê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de pêşkêş kiribûn, biryar dan ku heftê meha bê carek din li hev bicivin. + +Nûnerê partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê Newaf Reşîd ku beşdarî civîn bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got di civîna duh de beşdaran li ser wê yekê lihev kirin ku civîn bi şêweyekî dewrî bên kirin û aşkere kiri ku roja şemiya bê 7ê hezîranê wê civînek din bê lidarxistin. + +Reşîd da zanîn ku aliyên beşdar li ser wê yekê lihev kirine û ku çarçoveya destpêşxeriyê bê berfirehkirin û aliyên weke Yekîtî Niştiman, Tevgera Gorran û partiya Demokrata Kurdistana Îranê bên vexwendin. + +Derbarê encamên civîna duh de, Reşîd diyar kir ku aliyên beşdar tekezî li ser girîngiya rawestandina kampînên ragihandinê di navbera partiyên Kurdistanî de û di navbera partiyên her parçeyekî Kurdistanê de kirine. + +Bi gotina Reşîd rawestandina şerê ragihandinî û rê li pêş berdewamiya danûstandinan û herwiha egerên hevtêgihiştinê jî xweş bike. + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, gundiyên gundên girêdayî bajarên Pawe û Ciwanroyê li ser zeviyan li hev dan û di encamê de kesek mir û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. + +Xelkê gundên Bayîngan û Bîwenê yên girêdayî bajarên Pawe û Ciwanro yên Kirmaşanê duh danê êvarê li ser zevî û erdên xwe di navbera wan de şer û pevçûn derket. + +Li gorî agahiyên fermandeyê polîsê Kirmaşanê, di bûyerê de ku kêr û çekan li hev dabûn kesek mir û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, ji ber şerê han hinek kes hatine desteserkirin û birîndar jî şandine nexweşxaneya bajarê Paweyê. + +Fermandeyê polîsê Kirmaşanê her wiha ragihand, xelkê hinek gundên derdorê jî dixwestin tevlî şer bibin lê ji aliyê hêzên polîs ve hatin astengkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat zanîn şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê serdana girava Îmraliyê bike û ligel rêberê girtî yê PKK, Abdullah Ocalan bicive. + +Şanda HDPê ya ku biryar e sibê (01.06.2014) serdana Ocalan bike, ji her sê parlamenterên HDP, Perwîn Bûldan, Idrîs Balûken û Sirrî Sureya Onder pêk tê. + +Çav li rê ye ku şanda HDPê encamên civînên ligel rayedarên KCKê yên li Qendîlê û ligel şanda hikûmeta Tirkiyê bighîne Ocalan. + +Hevdem pêşbînî tê kirin ku mijara kongreya HDPê û kandîdê/a wê partiyê bo hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê jî yek ji mijarên civîn şanda HDPê ligel Ocalan be. + +Derbarê armanca serdanê jî Perwîn Bûldan got: ";Mijara sereke ya civînê, xwepêşandanên Licê û Amedê ye ligel tev û liva artêşa Tirkiyê li navçeyê."; + +Herwiha Bûldan da zanîn jî ku wan daxwaziyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tikriyê kirine da ku hevserokên HDPê Ertugrul Kurkçu û Sebahet Tûncel jî serdana Ocalan bikin, lê heta niha bersiva daxwaziya wan nehatiye dayîn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Navenda kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariyên yasayî ya bi navê YASA, diyar kir ku ewê di hefteya bê de civînekê derbarê sizadanên dadgehên Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser çend girtiyan li dar bixin. + +Endamê navenda YASAyê parêzer Hozan Dilzar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghand ku ew weke navenda YASAyê, mafê xwe dibînin ku dozê li dijî her aliyekî ku mafên mirov binpê dikin, vebikin. +Dilzar diyar kir ku ji bo wan girîngiya hinek mijaran li pêş hin mjarên din hene û ew li ser wê yekê radiwestin ka wê dozê beriya DAIŞê li ser rêveberiya demkî ya PYDê vebikin yan na. + +Wî endamê navenda YASAyê got ku tawanên rêjîmê û DAIŞê gellekî giran in û di baweriya wan de divê girîngiyê bidin tawanên ku li ser destê hêzên rêjîmê tên kirin. + +Parêzer Hozan Dilzar her wiha aşkere kir ku ewê hefteya bê civîneke taybet bi vê mijarê lidar bixin û eger daxuyaniya wan ti bandorê li ser helwesta rêveberiya demkî nekir ewê gavên din gengeşe bikin. + +Roja 29ê Nîsana îsal, Dadgeha Gel li Efrînê çend endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê bi tohmeta karên terorîstî bi 10 sal heta 20 sal zîndan siza kiribûn. + +Roja 30ê Gulanê, navenda YASAyê ku navenda wê li Almanyayê ye, di daxuyaniyekê de, diyar kiribû ku Dadgeha Gel, ku saziyeke PYDê ye, li Kantona Efrînê qanûn piştguh kiriye û pîvanên dadmendiyê binpê + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, Herêma Kurdistanê girêdayî wan biryarên Netewên Yekgirtî (NY) ye yên ku derheqê qerebûkirina welatên ku Iraqê zirar daye wan de hatiye dayîn. + +Serokwezî Nêçîrvan Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê bi nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Nîkolay Mîladînov re civiya. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û hilbijartinên vê dawiyê yên Iraq û Kurdistanê her wiha pêkanîna kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye axaftin. + +Li gorî malperê, behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha kirîza hinartina nefta Kurdistanê jî hatiye gotûbêjkirin ku li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, Herêma Kurdistanê girêdayî wan biryaran e ku NY derheqê welatên ku Iraqê zirar daye wan, bi ser Bexdayê de sepandine. + +Amûdê (Rûdaw)- Biryar e îro saet 10ê sibehê bi dema Rojavayê Kurdistanê, encûmena yasadanînê ya rêveberiya kantona Cizîrê li bajarê Amûdê bicive û yasaya hilbijartinan a ku ENKSê gotiye ew îtîrafê pê nake, wê gotûbêj bike. + +Berdevkê hikûmeta kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser Rûpela xwe ya Facbookê berwara civînê aşkere kir û nivîsandiye ku civîn wê yasaya hilbijartinan a kantona cizîrê gengeşe bike. + +Ciwan Mihemed ragihand ku wê civîna encûmena yasadanînê li pêş medyayê vekirî be û bang li hemû medyaya li Cizîrê kir ku tevlî civînê bibin. + +Hikûmeta kantona Cizîrê roja 21ê çile ya 2014an ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hat avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji gelek partî, rêxisinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, ";îtîrafê bi wan kantonan û yasa û biryarên wê nake";. + +Tirbespî (Rûdaw)- Şeva borî mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat teqandin. + +Rojnamevan û endamê PDK-Sê Lewend Hisên li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";şeva borî kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû";. + +Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku ";birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be";. + +Derbarê ziyanên teqînê de, Hisên diyar kir ku ";malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn, lewra ziyan bi tenê madî bûn";. + +Bajarokê Tirbespiyê nêzîkî 25 km li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve û di bin kontorla hêzên YPGê û asayişê yên ku bi ser PYDê ve tên naskirin de ye. + +Amûdê (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro li bajarê Amûdê civiya, lê rê neda ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê civînê bişopîne. + +Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji bajarê Amûdê ragihand ku rêveberiya encûmena yasadanînê nehişt ku ew civîna îro ku taybete bi gotûbêjkirina yasaya hilbijartinan li herêma Cizîrê bişopîne. + +Qedexekirina şopandina civînê ji aliyê peyamnêrê Rûdawê di demekê de ye ku duh berdevkê hikûmeta kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookî ";bang li hemû saziyên ragihandinê li Cizîrê kiribû ji bo tevlî civîna îro ya encûmena yasadanînê li Amûdê bibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Proseya veqetandina dengên dengdana taybeyt li parêzgehên Hewlêr û Duhokê yên ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de hatine dayîn, berdewam e. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê ragihand ku îro şemiyê 62 ruzmên dengdana taybet ji bo Parlamentoya Iraqê hatine veqetandin û her ruzmek ji wan di navbera 730-750 formên dengdanê de ye. + +Encamên veqetandina wan dengan jî wiha bû: + +PDKê 17 hezar û 205, YNKê 5 hezar û 596, Gorran 2 hezar û 292, Komel 783 û Yekgirtû 195 deng. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku biryar e piştî nîvro proseya veqetandina dengên encûmena parêzgeha Hewlêrê destpêbike. + +Li bajarê Duhokê jî duh înê proseya veqetandina dengan destpêkiriye. + +Peymanêrê Rûdawê ragihand ku ji duh ve û heta îro saet 10ê sibehê 4 hezar û 221 deng ji bo Parlamentoya Iraqê hatine veqetandin û encamên wê wiha bûn: + +PDKê 3 hezar û 270, YNKê 253, Yekgirtû 207, Gorran 122 deng. Herwiha 207 deng hatine pûçkirin û ibtalkirin. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30ê nîsanê birêveçûn û heta niha komîsyona hilbijartinan a Iraqê ti encamê fermî şakere nekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlameterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Altan Tan aşkere ku jê hat xwestin ku bibe endamê komîteya amedekar a Kongreya Îslama Demokartîk ku îro li Amedê destpêkir, lê wî ew daxwaz red kir. + +Tan ji medyayê re ragihand ku wî hêvî dikir ku ";Kongra Civakên Demokratîk (KCD) partiya hemû pêkhateyên Kurdistanê be, lê bû kopiyeke biçûk ji KCKê û BDPê û nikarî xwe ji siyasete çepgirtiyê bi dûr bixe";. + +Altan Tan herwiha got ";Partiya ku li Rojhilata Navîn têkiliyên baş bi îslam û misilmanan re daneyne û bersiv nede daxwazên wan û nikare ti serkeftinan bi dext bixe";. + +Parlameterê HDPê yê Amedê da zanîn ku pêwîste binkeya Kongreya Îslama Demokratîk ya gelêrî ji vê ferehtirba û projeyeke wan ya zelal hebe, lê tevî ku bi awayekî rast destpênekir jî lê gaveke başe û ew jê re serkeftinê dixwaze. + +Tirbespî (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, derbarê teqîna ku şeva borî li bajarokê Tirbespiyê çêbûye de ragihand ku teqîn di rêya motorekî bombekirî re bû. + +Şev borî teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi navê Lewend Hisên li Tirbespiyê de çêbû. + +Derbarê bûyerê de, rêveberiya asayişê îro daxuyaniyek derxist û tê de got ku ";Şeva borî dora saet 10.30 bi dema Rojavayê Kurdistanê, motorekî bomberkirî di nav maleke li taxa el-Sewre li Tirbespiyê de teqiya û di encam de hemwelatiyekî bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";komîteyên taybet lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û dê encaman ji raya giştî re rabigihînin";. + +Lewend Hisên derbarê teqînê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku ";kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû";. + +Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku ";birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be";. + +Hisên herwiha ku ";malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Baroya Amedê ya Sendîkaya Parêzeran Tahîr Elçî dewleta Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku kujerên bûyerên ku di bin navê ";kujerên nediyar"; de hatine qeydkirin, diparêze. + +Elçî ji raya giştî re ragihand ku ";li gor qanûna cezaya Tirkiyê eger 20 sal derbasbûn û kujer nehatin naskirin û darezandin wê doza wan di bin navê demboriyê de hilweşe";. + +Elçî herwiha got ";Divê xala 90emîn a qanûna cezaya Tirkiyê li gorî peymanên navneteweyî bê serastkirin û nabe ku tawanên li dijî mirovatiyê wek tawana kujerên nediyar di bin navê demboriyê de bê hilweşandin";. + +Li gor raporta sala 1995an a Komîsyona Lêkolîna Cînayetên Kiryarnediyar de, 1797 cînayetên kujerên nediyar pêk hatine ku piraniya wan di salên 1991-1995an de pêkhatine. + +Di wê raportê de hatibû gotin ku ";eger kujer neyên darezandin wê 20 sal di ser de derbas bibe û di bin navê demboriyê de ew doz bê hilweşandin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji destpêkirina proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê, îro ew prose qediya. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encamên dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Hewlêrê bi vî awayî ne: + +PDKê 39 hezar û 190 deng, YNKê 8 hezar û 748, Gorran 4 hezar û 783, Komel 2 hezar û 155 û Yekgirtû 498 deng bi dest xistine. + +Niha jî proseya hejmartin û veqetandina dengên dengdana taybet a ji bo encûmena parêzgeha Hewlêrê destpêkiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hakim Qadir Hemecan ragihand ku polîtbîroya YNKê wê îro bicive. + +Hemecan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku polîtbîroya YNKê wê îro civînekê li dar bixe. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, di civîna îro de wê awayê beşdarîkirina YNKê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de û dema ku Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye ji bo binavakirina serokwezîr û cîgirê wî, bê gotûbêjkirin. + +Hakim Qadir Hemecan herwiha got ku ew li ser daxwazên xwe israr dikin û di heman demê de gotûbêjan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam dikin. + +Li gor çavkaniya zaiyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, YNKê daxwaz kiriye ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bê guhertin û bibe wezaretek û ew wezaret jî di kabîneya heştem de bibe para wê. + +Çavkaniyeke bilind ji YNKê ji Rûdawê re ragihand ku ";eger Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr bike wezareta navxwe di dest wê de bimîne, wê demê YNKê daxwaz dike ku dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û di destê YNKê de be";. + +Çavkaniyê diyar kir ku eger ew wezaret bikeve destê YNKê de wê demê ewê amade be ji koma her 5 wezaretên ku jê re hatine veqetandin 4 wezaretan werbigire. + +Duhok (Rûdaw)- Li bajarê Duhokê rûniştineke vekirî li ser bihêzkirina vîna welat li şûna vîna eşîretê hat lidarxistin. + +Di rûniştinê de hejmarek endam û serkirdeyên partiyên siyasî li deverê amade bûne. + +Beşdarên rûniştinê di wê baweriyê de bûn ku encamên her du hilbijartinên borî li Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku vîna eşîretê ji vîna welat li devera Badînan bihêztir bibe. + +ئینترۆ : ژبۆ پشتهڤانیا كاركهرێن باژێرڤانیا گرعزێر كه زۆربهیا وان پهكهفتینه وب مووچهیهێ رۆژانه كه كوژمێ 8000 دینارى وهردگرن وپشتى دخوازا ههلهتهكا پاكرنێ بۆ وێ ناوچهیێ ل فهیسبۆك هاتیه بهلاڤهكرن ب دههان گهنج بهشداربوون +وهك پشتهڤانیهك ژبۆ كاركهرێن باژێرڤانیا گرعزێر كه مووچهیهكى رۆژانه یێ كێم بهرمبهرى كارێ ئهنجامددن وهردگرن ههلهمهتهكا پاككرنا جادهیێن وێ ناوچهیێ ژ ئالیێن چهند گهنجانڤه دهستپێكر كه دخوازیا وێ چهندێ ب رێكا فیسبۆكێ بوو . +حهمهد حهجى : بهشداربووى " مه دیت كو باژێرڤانیا مه هاریكار نینه ژبۆ پاككرنا جادهیان مه ب رێكا فهیسبۆكێ نڤیسى كو ئهمێ دهست ب ههلمهتهكا پاككرنێ كهن وئهف گهنجه بهشداربوون كه زۆرن وب چهند جیهان كاردكهن " +خدر شاقولى هۆزانڤان " ئهز ژ سیبا شێخ خدر هاتم من ل سهر فهیسبۆك دیت وكهیفا من هات ودخوازم ل ههموو گوند وكۆمالگههان بێت دا بهرپرس زانب نكا چهندى كێم تهرخهمن " . +سهعدى سلێمان قوتابى " كاركهرێن باژێرڤانیێ ژ دهمژمێر ههفتى بهیانى تا دویى پشت نیڤرۆ كاردكهن ب ههشت ههزارى وههموو كێم ئهندامن لهما وهك پشتهڤانى بۆ وان ئهم هاتن " . +جهێ دلگرانیا ئهوان خوهبهخشان گهلیشهیا زۆر یا ل تهنشت قوتابخانا بوو +فهرحان ئهلیاس شێخۆ : خوپهخش " مه چهند جادهیهك پاككرن لێ زهمیرێ كى مرۆڤى قهبوول دكه ئهف ههموو گهلیشه ل بهر دهرگههێ ئهڤان قوتابخانێن ناوهندى وئامادهیى " . +ژبۆ وێ ههلمهتێ دهستێن هاریكارژى ههبوون ژبۆ كرینا كهل وپهلێن پاككرنێ +زێدان خهلهف خوهبهخش " ڤیان دهخیل ئهف دولكێن گهمارێ كه ژمارا وان 35 دۆلكن كرین ودكتۆر ماجد خهلهف حهمۆ دوو هزار زلفێن گهلیشێ كرین لێ بلا خهلك ب زانێ نه رێڤهبهرێ ناحیێ نه سهرۆكێ ئهنجومهن ونه رێڤهبهرێ باژێرڤانیێ نه هاتن " . +ناحیا گرعزێر 22كم رۆژئاڤایى باشورى شنگال كه ههموو خهلكێ وێ كوردێن ئێزیدى نه وهكو كارگێرى سهر ب قهزا بهعاج ڤهیه ل پارێزگهها نهینهوا وههردوو كۆمالگههێن سیبا شێخ خدر وگرزهرك ب خوه دگرێ + +Amed (Rûdaw) - Kongreya Îslama Demokratîk ku ji aliyê Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, bi tevlibûna 349 delegeyan li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê dest pêkir. Kongre dê du rojan bidome. + +Kongreya Îslama Demokratîk, îro li Amedê dest pêkir. Nêzîkî 6 mehane amadekarî dihat kirin û ji welat û derveyê welat 340 delege tevli bûn. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, hevserokên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, nivîsfkar Ayetullah Kanhan, Ayhan Bîlgen, akademîsyona Bîlan Sanbur, îlahiyatvan Fadil Bedîrhanoglu, nivîskar Îhsan Elîaçik, Huda Kaya, Doç Dr Îbrahîm Bor, Prod Dr Kadrî Yildirim, neviyên Şêx Saîd Kasim Firat, û gelek kesên din yên ji parlamenter û kesên ji derveyê welat hatibûn tevli bûn. + +Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da. kongre bi xwendina Quranê dest pêkir. Piştre axaftinên vekirinê hat kirin. Li ser navê Komîsteya Kongerya Îslama Demokratîk Prof. Dr. Qadrî Yildirim axaftina vekirinê kir. + +Yildirim mijara ‘Kurd û Îslamê, pirsgiarêka kurd û hakemiya îslamî’ nirxand. Yildirim li ser navê kurd sekinî û li ser welatê kurdan û Kurdistanê rawestiya. Piştre jî li ser îslambûna kurdan sekinîû go,t kurdan di dema Hz. Omer de bi girseyî îslam nas kirine.Yildirim da zanîn ku piştî kurd bûne musulman, xwe ji îslamê re feda kirine û her wiha di îslamê de li ser şer, aştî û agirbestê sekinî. + +Yildirim, her wiha diyar kir ku di Quranê û suneta Pêxember de yek ziman, yek nasname û yek reng tine û got ,li şûna wê pir nasname, pir rengî û pir zimanî heye. + +Rêveberê Kantona Cizîrê Nureddîn Şakîr jî axivî û di destpêka axaftin axwe de kêfxweşiya xwe ya bo tevlibûna kongreyê anî ziman û silavên Rojava ragîhand û balkişand ser rewşa Rojava û got: ";Bi xendek û dîwarên şermê dixwazin Rojava bifetisînin.Lîstik tên lîstin. Serê mirovan tên jêkirin. Hewcedariya Kurdistana Rojava bi yekitiyê heye..."; + +Di dema axaftina Şakîr de li salonê demên hestiyar hatin jiyîn û hevseroka şaredariya Amedê Gulten Kişanak û jinan rondik barandin. + +Piştî Şakîr, Firat Anli jî axaftinek kurt kir. Anli da zanîn ku gelek kêxweş û serbilindin ku ji konferanseke wisa girîng re malovaniyê dikin. Anli ji hemû delegeyan re dspas kir û got bila kongre li civaka îslamê pîroz be. +Hat zanîn, kongre dê du rojan bidome. + + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser rêya di navbera bajarê Heleb û Kobanî derdora 25 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî revandin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piraniya wan girtiyan ku mamosteyên dibistananê ne, roja sêşema borî ji bo wergirtina mûçeya xwe çûbûn bajarê Helebê, lê ew di rê vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin. + +Malbatên mamostayên girtî ji Tora Medyayî ya Rûdaw re tekîd kirin ku ew mamoste roja çarşemê saet 11ê sibehê ji bajarê Helebê vedigeriyan Kobanî û heta îro negihiştine malên xwe li Kobanî. + +Malbatan herwiha gotin ku ew ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û 2 otombîlên ku ew pê vedigeriyan Kobanî li ber mexfereke DAÎŞê li herêma Munbicê rawestiya ne. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Li herêma Til Berekê ku Kurd û Ereb tê de dijîn û hinek navçeyên wê di bin kontrola DAÎŞê û hinek di bin kontrola YPGê de ne, bac li ser cotkaran tên ferzkirin. + +Çavkaniyekê ji gundê Boncix ê li ser rêya di navbera depoyên genim ên Kebeka û bajarokê Til Berekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";çekdarên DAÎŞê ji cotkarên gund re gotine ku nabe ew genim û cehê xwe bêyî amadebûna wan biçinin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku ";armanca DAÎŞê ji vê yekê ewe ku berhema cotkaran ji xwe re bibe yan jî bacê li ser wan ferz bike";. + +Li aliyê din, çavkaniyên ji gundê Kebeka ji Rûdawê re ragihand ku ";Hêzên YPGê yên ser bi PYDê ve ji hemwelatiyên gund xwestine ku 10% ji berhema xwe ya genim bidin wan";. + +Bi gotin awan çavkaniyên ku nexwestine navê wan bê aşkerekirin, ";YPGê ji xwediyên derasan xwestiye ku her yek ji wan 15000 lîreyên sûrî (nêzîkî 90 dolarî) wek bac bidin YPGê";. + +Çavkaniyên ji gundê Kebeka gotin ku ";YPGê bi hênceta ku şervanên wan derasyên wan diparêze ew pere xwestine";. + + +Li gorî amarên fermî yên dewleta Tirk 13 hezar û 806 jin, zarok û mêr hatine kuştin, derdora 14 hezar dêrsîmî jî hatine mişextkirin. Li gorî lêkolerên serbixwe jî zêdetirî 90 hezar jin, zarok, mêr hatine kuştin. +Rêberê Berxwedana Dêrsîmê Seyîd Riza dema ji bo hevdîtinê diçe Ezirganê li wir tê girtin di 17ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim a Xarpêtê digel şeş hevalên xwe tê bidarvekirin. +Li şûna ku em cih bidin kesên xwedan nasnavên profesor, doktor, amar û daxuyaniyên fermî; +bi ser kesên jiyayî ve qalkirina bûyerê, dê sûdbexştir be. Jixwe dîroka herî rast a Kurdan, dîroka devkî ya gihêştiye heta niha. +Fatma Sezgîn: +Di gundê Sogayîxe de em di nava zeviyê de bûn, beşek ji pez veqetandibî û hinek jin di nav wan pezan de bûn, birin diyarê Mamekiyê. Jin, mêr, zar û zêç birin Newala Sarkiyaçîn li wir jin ji wan veqetandin û birin ser qîş. Bi ser xulekekê jî derbas nebû qêrîn û wajîna jinan te digot qey erd û asîman gihand hevdû. Qêrîn û hawara jinan gihêşt heta Azûr û Sarkamo. +Leşkeran destdirêjî li jinan kir û pê jinan lîstin. Piştre jin dîsa birin cem mêr û zarokan. Li wir çekên makîneyî danîn. Bi şûrê serê çekan zikê jinên ducanî diqelaştin û bi pitikên ku ji zikê wan derdiket bi serê tifingên xwe de dilîstin. + +Kemerê Duzgin wan rojan tu rojan bîne serê wan jî.. Ez çi bikim. Hemû li hev civand û li wir hemû kuştin. Heta par, pêrar jî hestiyên wan cangoriyan li wê newalê bûn. Bûka min û çend xizmên min reviyan çûn ser çiyan. Jina Xidir Kaymaz jî keça xwe fetisand/xeniqand. Birin li newala jêrî gundê Vartînîkê veşartin. Meytên zarokên xwe yên fetisandin, li vir binax kirin û reviyan. + +Av bi ser deriyê şikeftê de diherikî. Em çûn hundirê wê şikeftê. Piştre leşker hatin. Leşkeran hatin ew zarokana ji bin axê derxistin û bi şûrên serê tifingan laşên wan kirin du parçe. Em jî li şikeftê ji ber birçîbûnê li ber mirinê bûn. Me xwe bi xwarina axê dixapand. Ger em bi ketina destê wan dê çi bianiya serê me? Dê dest biavêtina me jî. Ji tirsan em newêribûn ji şikeftê derbikevin. Hemûyan jî biçûkên xwe ji bo deng neçe leşkeran fetisandin. Pismamên min jî girtibûn, lê nekuştin, şandin mişextiyê. Ew rizgar bûn. Mirovên me yên din jî di newalan de kuştin. Dest avêtin jinan, pê lîstin, xirabî bi wan kirin. + +Jinên ku fîstanên wan dirêj bûn, leşkeran cilên wan bi şûrên serê tifingên xwe diqetandin û jin şilf û tazî dikirin. + +Li aliyê din jî kurê Haydar axa got ku lawê Xidir axa jî di nav de gelek kes kuştin. Em çûn cihê komkujiyê. Li wir hinek kes giran birîndar bûn, lê sax bûn. Birîndaran ji me re gotin ku ji bo xatirê Dozdeh Îmaman hinek avê bidin me. Li wir av tune bû. Ji newala jor avek diherikî lê ji ber havîn bû germ bû. Herwiha av ji xwînê sor bibû. Me birîndar birin ser avê. Piştî av vexwarin, mirin! +Ji Vartînîkê jinek hebû. Hevjîna Alo Qer bû. Gulle lê ketibû, birîndar bû. Me bi xwaliye diniximand, ew derdiket. Me dixist binê xwaliyê, ew derdiket. Piştre me got, ez qurban, di binê xwaliyê de bimîne, leşker li çarnikalê me hene. Ger me bibînin, dikujin. Di binê xwaliyê de bimîne, em axê neavêjin ser te. +Hinek hîn diperpitîn, hinek jî ji mêj ve mirîbûn. Hinekan jî ji bo xatirê Dozdeh Îmaman av dixwastin. +Axayên Çuxûrê jî kom kirin birin newala li jorê Mazgêrdê hemû kuştin. Sindoqa lawê Hesen Axayê Mamo di mala Îvram Axa de bû. Îvram Axa kuşt. Sindoq rakirin li erdê xistin. Tê bîra min, hingê zarok bûm. Tiştên di nava sindoqê de hemû pert û belav bû. Zîv, lawante, porselen, firaq û fol yên sindoqê hemû pert û belav bûn. Mala wî jî li wir talan kirin. Wê rojê heta êvarê hevjîna Îvram Axa û bûka wî di bin tava havînê de ma. Piştî ku êvarê leşker kişiyan, çûn hundirê mala xwe. +Me dît, ev ên berê pir dîtin. Ez hingê zarok bûm. Ez li mala Sûran bûm. Me birçîtî jî dît. Lê ne birçîbûn, ne jî tirs tê bîra min. Alo Tol kuştibûn, jin û zarokên wê jî ji hinda mala Hesen Axa ve dianî. Yek ji zarokî wî mezin bû, navê wî Mistefa bû. Leşkeran gulle berdan Mistefa. Diya wî xwe avêt ser kurê xwe. Yên sax mayî jî rê kirin mişextiyê. Em hemû jî pir baş dizanin bindestî û bêkesî çi ye. Gelê me di newal, gelî û mesîlan de hat qirkirin. Di Newala Laç de çi bi wan de kişandin çi nehat kişandin. Demenanî hemû qir kir. Ez nizanim çi bêjim. + +Fatma Sezgîn + + +Silêmanî (Rûdaw)- Veqetanidn û hejmartina dengên dengdana taybet li parêzgeha Silêmaniyê bo hilêbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena aprêzgehên Herêma Kurdistanê berdewame. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê jî, bo Parlamentoya Iraqê 13 hezar û 500 deng hatine veqetandin û encam bi vî awayî ne: + +YNK: 7 hezar û 59 deng + +Tevgera Gorranê: 4 hezar û 90 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 516 deng + +PDK: 485 deng + +Komela Îslamî: 400 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 45 deng + +Tevgera Îslamî: 41 deng + +Herwiha 725 dengên pûç û 88 formên vala di nav wan dengên veqetandî de hebûn. + +Bo hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, 4 û 500 deng hatine veqetandin, encam jî wiha ne: + +YNK: 2 hezar û 491 deng + +Tevgera Gorranê: 2 hezar û 79 deng + +Yekgirtûya Îslamî: 187 deng + +Komela Îslamî: 174 deng + +PDK: 132 deng + +Tevgera Îslamî: 24 deng + +Hevpeymaniya Niştimanî: 11 deng + +Herwiha di nava dengên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de jî 157 dengên pûç û 12 formên vala hebûn. + + +Amed (Rûdaw) - Di Kongreya Îslama Demokratîk ku li ser peymana Hz. Muhammed a Medînê radiwestin bi axaftinan dest pêkir de peyama Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin. Ocalan di peyamê de anî ziman ku 2 hêzên navendî yên wekî kapîlatîst-emperyalist û netew-dewlet bi bîrdoziya nijadperestiyê dixwazin ola îslamê ya rastîn berovajî bikin. Ocalan da zanîn ku tevgera azadiya Kurdistan dê ti carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama radîkal binav dikin û dê ti carî firsendê jî nedene wan. + +Konferansa Îslama Demokratîk li Otela Green Parkê bi panêlan berdewam dike. Di konferansê de peyama Ocalan hat xwendin. Naveroka peyama Ocalan a têkildarî konferansê wiha ye: + +"Ji Kongreya Îslama Demokratîk re +Birayên min ên mumîn: +Li navendên serek yên qada Îslamê guhertinek mezin pêk tê. Di vê pêngavê de îxanet û îsyana wê pêk tê. Di ferqa ku ger bikaranîna têgehên ";Kurdistan"; û ";Demokratik"; kêm û şaş bên famkirin, dê rê li pêş kêmasiyên din vekin û ji bo ku em rê li pêş şayiyên mezin bigirin û rê li pêş rastiya cewherê wê vekin, di bikaranîna têgehan de neketim nava fikaran. + +Bi taybetî du bizavên wekî navendên îslama hatin zanîn û heta îro bi feraseta îxdîdarê ya selefî ya Îrana şia ku bi hişmendiya dewletparêziyê tev digere taxrîbatên mezin bi xwe re anîye. Li hemberî vê yekê bi têgehên demokrasî û gel bilindkirina ala têkoşînê wekî erkekî girêdana cewherê olî diparêzim û qebûl dikim. Li dijî du navendên îxtîdaran ên ku navendênwan dewletparêzin, bi sersivdayîna îslama demokratîk, sincî, politîk û civakî ya navenda wê demokrasî û meskenê niştecihî ye wekî erka vîna bingehîn a kongreyê dibînim û silav dikim. + +Herdu bizav jî bi bizavên navendî yên îxtîdar û dewletparêziyê, bi bilindbûna kapitalist emperyalistê pêş ketine. Ev herdû têheg di serdema saltanata serdest de di hilweşîna Împaratoriya Osmanî de bikar anine. Bi taybetî ji ev bizav, ji aliye Împaratoriya Îngîlîstanê ku wekî Hegemona nû ya cihanê ye hat bikar anîn. Hêj jî ev têgeh zêde têbikar anîn. + +Di herdu navendan de jî mikropa nijadperestiyê li dijî cewherê ola îslamê hatin bikar anîn. Di avakirina dewletên netew de ji bo pergala Netew Dewletê ava bike têgehên zor ên kapitalist emperyalizmina sereke bikar anîn. Bi rêbaza zorê li dijî gelê xwe bi a wayekî zalimane bêyî têkevin nava fikaran bikar anîne. + +Lewra feraseta umeta îslamê bi cewherî netew-dewletê ve napercime. + +Ji xwe împaratoriya Îngîlîstanê bi boneya umeta îslamê perçe bike netew dewlet pêş xist. Dîsa pîrdoziya wê ya sereke bi zanebûn nijadperesti pêş xist. Ev feraseta nijadperestiyê bi hiş û rahîm (malzarok) a umeta islamê ve pesinand. Di 200 salên dawî de di meskenê îslamê de nirxên gel ên îslamê perçe kirin û tahrîp kirin. + +Birayên min ên mumîn: +Îslam bi sarstî li ser navê ol, gerdûniya herî dawî diparêze û nûnertiya olên dawî dike. Hem ji ber ziman û hem jî ji ber felsefeya xwe gernûniyek girîng bi dest xistiye. Di vê yekê de şik û guman tune. Lê tiştê ku ez di vê felsefeyê de herî girîng dibînim jî aliyê ";yek" e. Vê yekê dixin meriyetê. Gerdûniya vê yekê xwe di ";Yekîtiya Xweda" de bi hêzdarî nîşan dide. Di serê peyvirên me yên bingehîn de bi Nas'ên Xwedê yên ne girêdayî war û demê, weki heman "Yek" yên berpirsiyariya nas'an bên destgirtin û mafê wan teslîmî wan bê kirin. Ez bi têgehek zanîstî bêjim, Divê em pêkanîna şênber a rêgezên giştî bi adîlane û azad bi ser bixin. Dîsa bi şênberî bi tevahî di hemû zindîwaran de û bi taybetî di civakên girêdayî mirovan de li gorî gerdûniya îslamê li gorî nêzîkatiya adilane û azad em pêk Bînin. + +Divê mafê qul neyê xwarin û maristanî neyê eciqandin. +Lê ji ber du navendên zalîmane xerabkar ên wekî ";hizbullah"; û ";El Qaîde"; yên bi feraseta kapitalist kirine bela umeta îsalmê. Ev yek temsîliya faşizma rojane dike. Faşîzm, bi darvekirinê û jêkirina seriyan di serî de gelê Kurdistanê li dijî hemû mirovên musluman û ne musliman pêk tê. Faşîzma nijadperest, otorîter û laik, duh jî û îro jî hêj pêkanînê xwe yên faşizma dewletparêz didomîne. Dîsa oldariya radikal û faşizm bi destê van 2 bizavan pêk tîne û dixe meriyetê. + +Birayên bawermendên birêz; +Tevgera Azadiya Kurdistan dê ti carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama rasîqal binav dikin û dê ti carî firsendê jî nedene wan. Ez bawerim ku, tevgera azadiyê ku hun temsîl dikin dê li hember nijadperestî,cînsî,desthilardariya zilam ya kapîtalîst ku xwe wekî zanist binav dike dê ev tevger demorasiya rasîqal û qada azadiyê ew bi xwe bike. Ez banga Bawermendên Îslamiyeta nûjen a ";yekîtiya milletê";watedar dibînim. Lê belê ev tu car nayê wateya, yek dewlet, yek millet, yek al’ê.Belovajî di ayetekî de jî derbasdibe,";Ji ber ku hun hev nasbikin,me hun wekî qewmên cûda afirandin";ev hukum bixwe di navxwede PIRANIYA DEMOKRATÎKA WEKHEV Û AZAD di afirîne û û yekîtiya qewmên din ên ";yekîtiya milletan";îfade dike. Kongreya we hem ji bo Îslama gerdûnî û hem jî ya takekesî hêviya min ewe ku Yekîtiya Milletan xurt bike û ji pirsgirêkên hîzîbî, mezhebî û tekekesî re nizikatiyên rast derxîne holê. Ez divî mijarê de bawerî û hêviyên xwe dixwazim parve bikim." + +Tevgera me ol-laîkê bi hegomanyaya bîrdozî ya rojavayê re naxeniqîne. Li gorî min îslam bi xwe jî olê bi laîkê ve asê bike şaş e. Ev yek tevahiya jiyana di Îslamê de xirab dike. Disa rêgezên Îslamê weke tu dê bêjî modeye li ser kincan dane nasîn ji nêzîkahiyekî pozîtîvîst wêdetir nîn e. Heke îla danasînekî Îslamê ya rojane bêkirin li gorî min çanda îslam a ji hemû kesî re ya herî nêzîk e. Ya bi Çanda Îslamî tê fêmkirin hem a hatî pêkhatin û hem jî tê wateya civaka Îslamî. Em jî birînekin ku şert, şikil û îbadeta îro pêktê ji şertên Îslamê ya destpêkir gelek dûr e. Peyva yekemîn "Bixwîn e" bû. Yanî bi têkildarî fêmkirinê re bû. Ya esas ev e. Ev husus bi rihetî ji bo roja me jî derbasdar e. Ji bo wateya îslama rojane danisandina rastiya civakekî dîrok û rêgezên azad ên demokratîka adîl a civakên îslamê cîhadî ekber û cihadê şuray yanî rexne û renedayîn bê jiyîn e. Bi gotinekî din bi têkoşîna nefsî li dijî hêzên şer ên derveyî her tim nîşandan e. + +Birêyên rêzdar, kongreya we li gorî gotinên giştî yên min gotin watedar mayînde be û ji şunda jî sazîbûna wê gelek girîng e. Ev yek peywirek e û li pêşiya me dirawestê. Weke li welatên Îslamê bi giştî hewcehî bi sazîbûnekî îslama nû ya her tim heye. Ji bo ku cemeatên bi bingeha sulta, şîa, selefî û îhvanî yên ji kapîtalîzma kurevî xwe xilasnekirin pêdivî bi sazibûnekî nû heye û ev yek pêvîst e. Helbet çare Îslama Diyanet a fermî nîn e. Îslama Diyaneta Fermî xesandiye. Ev yek îslama nefermî bêwateye û xizmetê li dijî xwe dike û îslamekî karîkatur e. Ji faşîzmê heya lîberalîzmê gelek qadên wê yên xizmetê hene. Ji ber vê yekê rola îslama dijber dilîze. Cemaat hem fermî hem jî bêyîfermî pratîkên îslama dawî li Tirkiyeyê tên ceribandin, civakê li hemberî mînaqên herî desthilatdar, dijminê hawirdorê û talana kapîtalîzmê tîne. Rastiya Îslama adilane, azad û demokratîk alternatîfa wê ye û divê her tim xwe bi wate bike û her tim xwe sazîbûn bike. Navê sazîbûna nû li ser esasên rêxistinê û vînekî vûkuf dê pêk bê û ez dixwazin vi vê mijarê de baweriya xwe bînim. + +Herî dawî hinek derdor dixwazin tevgera me weke ateîst, komînîst û meteraylîst bidin nasîn. Mirov dikare ji wan re bêje "koleyên têgehan". Ez dikarim tenê vê yekê bêjim; heke xwezaya civaka îslamî rastiyek be oldar û ateîstê Îslamê çênabe. Ev yek têgeh in. Gelê ku her tim rastî mêtîngerî, êrîş, teknîkên şer ên herî pêşketî yên hemû kapîtalîstên kurevî, gelê kurd incax bi lehengiya weke Hz. Alî pêk bê. Em kevneşopiya îslaam edîl, azad û demokratîk temsîl dikin di vê mijarê de tu gumana min tuneye. Tevgera me ji bo vê îdîayê ji hemû gelên mezlum re parve bike û pêşengiya wê bike jî tu gumana min tuneye. + +Keyfxweşiya herî girîng sentezekî tevgerekî Selehadînî ya hemdem û tevgerekî Huseyînî ya hemdem e û çavkaniya îmanê ye. Ez banga parvekirin, vînbûnê û çalakiyê dikim. Bi navê xwendê yê azad û adil ê civakê û deweta yekîtiyê û dixwazim bi yekîtiyê bi bawerin û careke din kongreya we silav dikim. + +24 Nîsan 2014 +Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê +Abdullah Ocalan + +Hewlêr (Rûdaw)- Êvara îro, 10.05.2014, civîna polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi mebesta gotûbêjkirina helwesta xwe li himber beşdarîkirin di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistnê de, bidawî hat. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya melbenda yek ya YNKê, polîtburoya YNK pirsa biryardan li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di pêkanîna hikûmetê de avêt ser milê encûmena serkirdatiya xwe. + +Endamê polîtburoya YNKê, Rifeat Ebdullah derbarê mijarên din ên civîn de ragihand ku wan pêkanîna wezareteke nû ya bi navê ";Wezareta Asasyişê"; ya Herêma Kurdistanê û dayîna wê bi YNKê jî gotûbêj kirine. + +Ebdullah aşkere jî kir ku pêşniyaza damezrandina wezareta asayişê pêşniyaza PDKê bû. + +Ji aliyek din ve navhatî da zanîn ku di wê civînê de behsa diyarkirina kesekî bo posta cîgirê serokwezîr û sekreterê Parlametoya Kurdistanê nehat kirin. + +Wî endamê polîtburoya YNKê aşkere kir ku heta niha wan biryar li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di hikûmetê de nedane. + +Rifeat Ebdullah ragihand jî ku roja Duşemê dê encûmena serkirdatiya YNKê bicive û birayara dawî li ser çawaniya beşdarîkirina YNKê yan jî nebeşdarîkrina wê di hikûmetê de bide. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Gereke din danûstandinên di navbera Yekîtiya NIştimanî ya Kurdistanê (YNK) ûşanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser pêkanîna hikûmetê dest pêdike. + +Sibê, 11.05.2014, şanda danûstadinan a YNKê bi serokatiya Berhem Salih ligel şanda danûstandinan a PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dicive. + +Ev nêzîkî 8 mehan e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî hatine, lê heta niha kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn. + +Sedema sereke jî bo paşketina pêkanîna hikûmetê ew e ku di wan hilbijartinan de nexşeya siyasî li Herêma Kurdistanê hat guhertin, bi awayekî ku PDK bû yekem, Tevgera Gorranê bû duyem û YNKê jî bû hêza sêyem. + +Kêmbûna dengên YNKê di wan hilbijartinan de bû sebeba wê ku hejmara kursiyên wê kêmtir ji Gorranê bin û Gorranê şûna YNK bigire bi hejmar wezaretan û girîngiya wan wezaretan. + +Ji aliyê xwe ve YNK ji destpêkê de daxwaza yek ji wezaretên ewlkariyê dikir da beşdarî hikûmetê bibe û red dikir ku Wezareta Pêşmerge bibe pişka Gorranê, lê roja 17ê Nîsanê PDK û Gorranê rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin. + +Li gorî wê rêkeftinê Wezareta Pêşmerge, ligel çend wezaretên din ên sereke, ket destê Tevgera Gorranê. + +Herwiha wezareta din ya ewlekarî, ku Wezareta Navxwe ye, ma di destê PDKê de, tevî ku YNK rijd e li ser werigirtina wê, rayedarên PDK tekez dikin ku Wezareta Navxwe ya wan e û nabe bazar li ser bê kirin. + +Lewma niha YNK pêşniyaz dike ku Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û radestî YNK bê kirin da ku beşdarî kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe. + +Lê heta niha YNK helwesta xwe ji sedî 100 yekalî nekiriye ka gelo dê beşdarî hikûmetê bibe yan jî dê li derveyî hikûmetê bimîne û bibe opozîsyon. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive. + +Îro saet 12ê nîvro şanda danûstandinan a YNKê wê bi serpereştiya Berhem Salih ligel şanda PDKê li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bicive. + +Di civînê de wê pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê were gotûbêjkirin. + +Endamê polîtbîroya YNKê Aso Mamend duh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku yek ji pêşniyarên YNKê ji bo PDKê ewe ku wezareta asayişa Herêma Kurdistanê bê avakirin. + +Heta niha YNKê biryara xwe ya dawî nedaye bê ewê tevlî hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê bibe yan na. + +Duh polîtbîroya YNKê civînek li dar xist, lê li gor zaniyariyên Rûdawê di wê civînê de jî YNKê biryara xwe yekalî nekir bê ewê tevlî hikûmetê bibe yan na. + +Hewlêr (Rûdaw)- Zêdetirî 250 hezar koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê dijîn û piraniya wan bi çavê xwe 2 proseyên hilbijartinan li Başûr dîtin û jiyan kirine. Ew van her du proseyan û hilbijartinên ku berê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtine, tînin hember hev û berawird û muqarne di navbera heman proseyê li her du welatan de dikin. + +Li Sûriyê her çar salan hilbijartinên parlamentoyê tên kirin û yên serokatiyê jî her heft salan birêve diçin. + +Xelkê Sûriyê dibêjin ku cudahiya herî mezin a di navbera hilbijartinên li welatê wan û welatên din de ewe ku li Sûriyê berî hilbijartin bi dawî werin, encamên wan naskirî ne, ji ber vê yekê jî gelek caran Kurd ne xwe dikine kandîd û ne jî dengê xwe bi kar tînin. + +Berî niha ji bo serokatiya Sûriyê hilbijartin çênedibûn û bi tenê referandomek li ser qebûlkirin an jî qebûlnekirina serok dihat kirin, lê vê dawiyê hinek guhertin di yasaya hilbijartinan li Sûriyê de pêk hatin û li gor wan, serok divê derbasî hilbijartinan bibe û rikberiyê li ser wê posta girîng bike. + +Ji bo hilbijartinên vê carê yên serokatiya Sûriyê, 3 kesan xwe kiriye kandîd, yek ji wan serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed e, lê ji ber ku piraniya welatên rojava û erebî li dijî van hilbijartinan e, lewra tê çaverêkirin ku ew ti çavdêrên xwe jî neşînin Sûriyê, berûvajî hilbijartinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê ku bi sedan kes û rêxistinên biyanî çavdêriya wan dikin. + +Ev yek jî sedemeke ku hertim Beşar Esed û berî wî jî Hafiz Esedê bavê wî, bi zêdetirî 97% ji dengan di posta xwe de diman. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye avakirin, duh gihişte bajarê Silêmaniyê û biryar e di van du rojan de bi serdanekê biçe Ewropayê. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda wan niha li bajarê Silêmaniyê ye û wê di van du rojên bê de ber bi Ewropayê birêkevin û ligel berpirsên Yekîtiya Ewropa, Îtaliya û Almanya bicive. + +Gedo diyar kir ku şanda wan li ser vexwendina çend parlamenterên ewropî wê destpêkê biçe Belcîka û li wir ligel berpirsên Yekîtiya Ewropayê bicive. + +Bi gotina Gedo, ";piştî Belcîka, şanda wan dê li ser vexwendina wezarta derve ya Îtaliya biçe Romayê û ligel berpirsên wê wezaretê bicive";. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê aşkere kir ku şanda wan li ser vexwendina çend parlamenteran jî wê biçe Almanya û dibe ku pişt re serdana Rûsya jî bikin. + +Derbarê armanca van serdanan de, Salih Gedo got ku ew dixwazin projeya rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin ji rayedarên Ewropayê re şîrove bikin û hewl bidin piştgiriya wan werbigirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Selma Îrmak dibêje ku dewleta Tirkiyê li herêmên ku Tirk lê dijîn xweşî û tenahiyê tê de li dar dixe û li herêmên Kurdan jî ";jehrê tê de belav dike";. + +Îrmak di festîvala piştgiriya şaredariya Şirnexê de ji raya giştî re diyar kir ku ";dewleta Tirkiyê di herêmên Tirkan de aştî û aramiyê diçîne û di herêmên kurdan de dijberî û pevçûnê pêş dixe";. + +Îrmak bal kişand ku ";ewê êdî nema rê bidin dewleta Tirkiyê ku erdengariya Kurdan de bi keyfa xwe tev bigere";. + +Selma Îrmak herwiha got ku ";gelê Kurd 30 salin li berxwe dide, ji vir û pêve jî êdî nema rê dide wê siyaseta dewletê ya qirêj ku heta niha li Kurdistanê dimeşîne";. + +Parlamentera bajarê Şirnexê da zanîn ku ";erdengariya Kurdistanê, jêr û jorzemîna wê têra herkesî dike, ji ber wê êdî ew dagîrkeriya berê ya dewleta Tirkiyê li Kurdistanê wek berê nema dimeşe û gelê Kurd wê rê nediyê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest ji kar kişandiye û biryar e daxwaza wî di civîna bê ya Parlamentoya Kurdistanê de deng li ser bê dayîn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, parlamenterê PDKê Nûrî Heme Elî ji ber sedemên taybet bi xwe, dest ji kar kişandiye û ji serokatiya parlamentoyê xwestiye ku dest ji kar kişandina wî bixe karnameya parlamentoyê. + +Heme Elî herwiha nameya dest ji kar kişandina xwe ji polîtbîroya PDKê û ofîsa Nêçîrvan Barzanî re şandiye. + +Duh şemiyê hat gotin ku parlamenterê PDKê Sîrac Ehmed Mihemed biryar daye dest ji kar bikişîne, lê wî ji Rûdawê re tekîd kir ku wî ti biryareke wiha nedaye. + +Silêmanî (Rûdaw)- Proseya veqetandina dengên dengdana taybet ji bo Parlamentoya Iraqê li hola Helgurd Arif li bajarê Silêmaniyê berdewam e. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta îro saet 12ê nîvro 33 hezar û 500 deng hatine veqetandin û encamên wan jî wiha ne: + +YNKê 18 hezar û 199 + +Gorran 9 hezar û 518 + +Yekgirtû 1 hezar û 43 + +PDKê 911 + +Komel 889 deng + +VT- Endamê komisyona Rêvebêriya Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistefa Karasu herî dawî +daxuyanîk dabû û di vê daxuyaniyê de karasu digot " berê me armanca avakirina dewleteke kurdî +hebû niha me dev ji vê armancê berda ye " daxuyaniyên karasu hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji +aliyê kurdên bakurê kurdistanê ve bi nêzîkî ve hatin şopandin û gellek şiroven cuda cuda li ser vê +daxuyaniyê hatin kirin. şewirmendê Serokwezîr yalçin akdogan piştî daxuyaniyên karasu yekemîn car +pesna qendîlê da û got qendîl ji oposizyonê baştir siyasetê dike û proseyê jî baştir fêm dike. Lê beşek +zêde kurd van daxuyaniyan ji bo kurda ne baş dimîn in û li ser vê vê daxuyaniyê rexneya PKKê dikin. +¤WA0 4840 4864 +SB- Kemal Burkay- Serokê Hak Parê +PKKê roja ku Ocalan hatiye girtin, hatiye tirkiyê, anîne tirkiyê, ji wê rojê vir de dev ji wan daxwazan +berdaye. Lê pişt re, çenda salan şûn de guhertineke piçûk çêbû. PKK û Ocalan got em konfedarasyona +demokratîk dixwazin. Pişt re got xweseriya demokratîk, yani bi tirkî dibêjin demokratîk Ozerklik; +kurdiya wê çiye? Xwemuxtariya demokratîk. Tabî ew jî tiştekî ecêb e. +VT- Endama Meclisa Partiya Demokrasiya Beşdar KADEP ê Yuksel Avşar jî girîngiyê bi wê yekê +dide ku PKK yan jî KCK nikare biryareke wisa li ser navê hemû kurdan bide. Avşar dibêje kurdên ku +dewleteke kurdî dixwazin hene û ne kêm in jî. +¤WA2 4840 4912 +SB- Yuksel Avşar- Endama Meclisa KADEPê +Ew dikare vê fikrê ser PKKê bêje, ema ser kurdan nikare viya bêje. Ew fikrê wî ye. dikare bêje. Ema +kurd hene gere em .. ew dibêjin em birayê mezin in. dibêjin tabanê me heye em kîtle partîsî ne. Yanî +alikariyê ji bo wî dikin. di nav wan de çep jî hene, rast jî hene,dîndar jî hene, merivên hesreta wan +kurdistan jî hene. +VT- Li aliyê din yên ku piştgriyê didin vê daxuyaniyê jî hene, nivîskarê kurd İskender Kahraman +rexneyên ji bo PKK tên kirin mafdar nabîne û dibêje demekê wan aliyan digot çima PKK şer dike niha jî +heman alî dibêjin çima PKK şer nake. +¤WA4 4888 4808 +SB- Îskender Kahraman- Nivîskar +Weke em dizanin PKK realpolîtîkê yanî rastiyên dinyayê baş dixwîne. Her çend di qada siyasetê de ne +înên meydanê, neşên pratîze bikin jî, baş analîzan diket. Rastiyên dinyayên baş dixwînît. Ez bawerim +ku pêngaveke sitratejîk e, rexê kurdên exleba tirkiyê ve jî tê qebûl kirin. +VT- Di gel tevlî bûna parlementerên BDP bo nava HDPê û daxuyaniyên qendilê, şirove herî zêde li +ser gorankariya polîtikayên PKK û siyaseta kurdan tên kirin. piranî şirovekar di wê baweriyê de ne ku +proseya çareseriyê bandora xwe li ser PKK kiriye û PKK jî edî politikayên xwe yên bingehîn diguher e. + + +Şingal (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê biryar da ku fewceke pêşmerge ji bo parastina qeza Şingalê ji gefên terorîstan were avakirin. + +Parlamentera Kurd a di Parlamentoya Iraqê de Viyan Dexîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro ew ligel şandeke devera Şingalê serdana serokwezîr Barzanî kirin û di hevdîtinekê de behsa rewşa Şingalê kirin. + +Viyan Dexîl aşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku fewceke hêzên pêşmerge ji bo parastina xelkê Şingalê bê avakirin. Herwiha got ku ew fewc wê ji 600 pêşmergeyan pêk were. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên Kurdên Êzdî ku karê çandiniyê li bajarokê Rebîhe dikirin, ji ber gefa grûpên çekdarên tundrew reviyane û vegeriyane Şingalê. + +Ew malbat piştî wê yekê reviyan ku 6 xortên Êzdî berî çend rojan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ev sê roje li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê asê maye û dibêje ku ";asayişa PYDê rê li ber digire û nahêle vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Siûd Mela roja înê piştî nîvro ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur bû û xwest di rêya deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re vegere Rojava, lê wek wî ragihandiye ku ";asayişa PYDê heta niha nahêle vegere Rojava";. + +Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew hîn li ser sînor e û li bendê ye ku rê li ber wî vebe ji bi ku vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Mela herwiha got ku ";niha gotûbêj di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de berdewam in ji bo ku ew bikaribe vegere";, lê tekîd kir ku ew gotûbêj hîn negihiştine ti encamekê. + +Sekreterê PDK-Sê berî niha gotibû ku ";asayişa PYDê jê re gotiye eger ew vegere jî dê were girtin an jî nefîkirin";. Derbarê vê yekê de jî Siûd Mela car din tekîd kir ku ";ewê her vegere mala xwe û wê demê kî çi dike bila bike";. + +Heta vê gavê ne asayiş û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ti daxuyanî derbarê rêgirtina li sekreterê PDK-Sê de belav nekirine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin ku hindî ku desthilatdariya serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xurtir dibe, êdî tehemula wî ji rexneyan re namîne û karvedanên ku li hemebrî serokê sendîkeyên parêzerên Tirkiyê Metîn Feyizoglu mînaka herî berbiçave. + +Dadgeha destûra bilind a Tirkiyê ku di demekê de hikûmeta Tirkiyê û Erdogan gelek pesna wê didan û di gelek mijaran de bûbû çareseriyek bû berterefkirina partiyên opozîsyonê di parlamentoya Tirkiyê de, roja 25ê nîsanê û piştî axaftina serokê wê Haşim Kiliç di 52yemîna salvegera damezirandina wê de, êdî bû ciyê nerazîbûn û aciziyê ji Erdogan re. + +Kiliç di wê axaftina xwe de ji destêwerdana hikûmetê di nav saziyên dadwerî û dozgeriyê de bigre û heta azadiya ragihandin û mafê mirovan de, gelek rexne li hikûmeta Erdogan kir û Erdogan wê demê got ku ew axaftin siyasî ye û haşim Kilinç jî di nav gerdûna dewleta parelel de digere. + +Roja 10ê gulanê jî di 146emîn salvegera damezirandina encûnmena serweriya Tirkiyê de û dema ku serokê sendîkayên parêzeran li Tirkiyê Metîn Feyizoglu axifî û rexne li hikûmetê kir, Erdogan aciz bû, lê vê carê him dijûn kirin him jî hola civînê berda û derket. + +Feyizoglu ji pisgirêka qurbaniyên erdheja bajarê Wanê de bigre heta bi qanûna MÎTê destêwerdana hikûmetê di nav saziyên dadwerî û dozgeriyê û mafê ragihandinê heta cejna yekê gulanê li qada Taksîma Stenbolê de, rexneyên tund li hikûmeta AKPê kir, vê yekê jî hişt ku Erdogan destêwerdana axaftina wî bike û bêje ew bê rêztî û bê terbiyetiye û pişt re got ku hemû axaftinên Feyizoglu siyasî ne û ne hiqoqiye, lê Feyizoglu jî diyar kir ku wê ti bê rêzî nekiriye û hemû axafitinên wî watedar bûn. + +Rayderên encûmena serweriya Tirkiyê gotin ku raste serokê sendîkayên parêzeran Feyizoglu li dewsa ku 20 xuleyan biaxife yek demjmêr axifî, lê tiştê ku axifiye wan ti bê rêzîtî tê de nedît. + +Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku eger Metîn Feyzioglu bi awayekî hiqûqî mijarên siyasî û destêwerdana hikûmetê li ser azadiyan û saziyan rexne kiribe nayê wê wateyê ku ew siyasetê dike, ew hiqûqnase û mafê wî jî heye ku nêrînên xwe bêje û rexneyan jî bike û axafitên serokê dadgeha destûra bilind Haşim Kiliç jî di heman naverok û astê de bû. + +Kiliçdaroglu got ku ";diyare êdî hikûmet pîvana xwe wenda kiriye û êdî ti rexneyan ji ti kesî jî nema qebûl dike û hemûyan wek dijmin dibîne";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev 9 rojin 27 ciwan û xortên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber dijwariya jiyanê derbasî Iraqê bûne, li cem hêzeke Artêşa Iraqê li bajarê Mûsilê girtî ne, malbatên wan bang li serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi hawara kurên wan ve biçin. + +Her 27 kesên ku çend xwendekarên zanîngehê jî di nav wan de hene, roja 3yê nîsanê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê, lê ew li navçeyên Kurdan ên ku li derveyî desthilatdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve hatin girtin û ji wê rojê de di zindana el-Kindî de ya li bajarê Mûsilê girtî ne. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew 27 ciwan ji ber rewşa aborî ya xirab a Rojava û ji bo ku kar bikin û alîkariya malbatên xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, bikin, hatine Başûrê Kurdistanê. + +Malbatên wan ji Rûdawê re dibêjin ku berpirsên Atêşa Iraqê kurên wan bi ";endamtiya di grûpên tundrew"; de tometbar kirine û ewê roja 14ê vê mehê wan bidin dadgehê û wê demê dadgeh wê biryarê li ser çarenivîsa wan bide. + +Çavkaniyên ji aliyên kurdî li Mûsilê ji Rûdawê re gotine ku ";îstixbaratên Mûsilê dibêjin her 27 xortan ji hêzên artêşa Iraqê xwestine ku wan vegerînin ser sînor ji bo ku car din derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin";, lê ji ber têkiliya di navbera rêveberiya parêzgeha Mûsilê û Artêşa Iraqê de ne başe, kes nikare van zaniyariyan piştrast bike yan jî zaniyariyên hûr li ser çarenivîsa wan xortan bi dest bixe. + +Malbatên her 27 girtiyên Kurd bang li serokatiya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî dike ku bi hawara kurên wan ve biçin û wan ji zindana artêşa Iraqê li Mûsilê azad bikin, ji ber ku kurên wan penaberin û ji bo debara jiyana malbatên xwe hatina Başûrê Kurdistanê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li nêzîkî bajarê Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê, termên 16 şofêrên taksiyê hatin dîtin. Asayişa Silêmaniyê jî dibêje, li gorî lêkolînan ew şofêrên taksiyê ji aliyê çekdarên rêxistina El Qaîdê ve hatine kuştin. + +Duh (10.05.2014) li ser rêya navbera bajarên Kerkûk û Silêmaniyê û li nêzîkî gundê Kanî Şeytanê, komek term hatin dîtin ku paşê eşkere bû ku termên şofêrên taksiyê in û beriya 11 mehan hatine kuştin. + +Jêderekî ji Asayişa Silêmaniyê ji Rûdawê re got, gellek kes di kuştina wan şofêran de beşdar bûn lê heta niha tenê 9 ji wan hatine girtin. + +Wî jêderî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got, di nav kesên ku hatine girtin de 3 ji wan li sûcên xwe mukir hatine lê hin tohmetbar din jî hene ku hê nehatine girtin. + +Li gorî agahiyên berpirsên asayişê, termên wan şofêran li nav baxê kurdekî de hatibûn veşartin. Wî jêderî asayişê da zanîn, xwediyê bax yek ji tohmetbarên serekî yên kuştina şofêran e ku piştî kuştina şofêran, taksiyên wan jî radestî rêxistina El Qaîdê kiriye. + +Helbet termên 16 şofêrên ku hatine kuştin, li du cihan hatine dîtin, 5 term li nêzîkî bajarokê Çemçemalê yê girêdayî Silêmaniyê û 11 termên din jî li nav baxekî de li gundê Kanî Şeytanê yê Kerkûkê hatine dîtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Parlamentoya Kurdistanê dê roja sêşemê (13ê Gulanê) bicive lê heta niha bernameya civîna parlamentoyê negihîştiye destê endamên parlamentoyê. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq, îro ji endamên parlamentoyê xwest, roja 13ê Gulanê û saet 11:00 bi dema Hewlêrê kom bibin. + +Lê di daxuyaniya serokê parlamentoyê de qet behsa beraneya civîna parlamentoyê nehatiye kirin ev jî berovajî banga civîna borî bû, ji ber ku di banga civîna borî de bernameya karê parlamentoyê jî hatibû ragihandin. Li gorî qanûnê divê 48 saetan beriya civînê bernameya civînê bigihîje destê endamên parlamentoyê. + +Endamê Parlamentoya Kurdistanê li ser lîsteya YNKê Zana Ebdulrehman, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, heta niha bernameya civîna roja sêşemê negihîştiye destê me. + +Zana Ebdulrehman diyar kir ku bernameya karê civînê pir dereng dimîne û got, hinek caran civîn tê lidarxistin lê bernameya civînê nayê amadekirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya şandeke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro beriya nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya şandek ji rayedarên pilebilind ên YNKê kir. + +Li gorî nûçeyê, di civînê de behsa rewşa Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin her wiha li ser hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Kurdistan û Iraqê hat axaftin. + +Di civînê de hat gotin ku divê hemû aliyên kurdî li hember her cure pêşhat û guhertinên Iraqê yekhelwest bin. + +Barzanî li ser encamên hilbijartinên 30ê Nîsanê jî axivî û pîrozbahî li YNKê kir ji ber pêşketina wê di hilbijartinan de. + +Di beşek din a civînê de mijara pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê di demek zû de kabîneya nû pêk were û hemû hêzên serekî yên Kurdistanê jî beşdar bibin. + +Hat zanîn, mijarek din a hevdîtina Barzanî û şanda YNKê, arîşeyên deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda YNKê ji van kesan pêk hatibû: Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûo, Berhem Salih, Berpirsê Kargêrî yê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên polîtburoya YNKê Omer Fetah,Hakim Qadir û Îmad Ehmed. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, nameya ku Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re nivîsandibû, gihîştiye Qendîlê. + +Şanda HDPê di hevdîtina 26ê Nîsana îsal a bi Ocalan re gotibûn, Ocalan gotiye dê nameyekê ji KCKê re binivîse. + +Li gorî nûçeya DÎHAyê, nameya han ku ji 18 rûpelan pêk dihat, gihîşt Qendîlê. + +Li gorî nûçeyê, Ocalan her wiha ji kongreyên her du partiyên BDP û HDPê re jî name nivîsandiye ku her name ji 4 rûpelan pêk tê. + +Her wiha hat zanîn, şanda HDPê dê di rojên pêş me de serdana Qendîlê bike û bersiva nameya Ocalan ji rayedarên KCKê werbigire. + +Wekîlê koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Idrîs Balûken jî çûyîna Qendîlê piştrast kir. + +Dema rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, nameyekê dinivîse ew name destpêkê ji aliyê rayedarên dewletê ve tê kontrolkirin paşê radestî şanda HDPê ya ku bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne, tê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî, eşkere kir ku Tûnis dê nûnertiya balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke her wiha dê ji meha bê ve geştên asimanî navbera her du welatan de dest pêbike. +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî îro li Hewlêrê bi berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevdîtin pêk anî. +Li gorî nûçeyê, Semîr Cemaî eşkere kir ku ew dixwazin nûnertiya balyozxaneya Tûnisê li Iraqê li Herêma Kurdistanê vekin û bo vê yekê hemahengiyên pêwîst bi Wezareta Derve ya Iraqê re kirine. +Balyozê Tûnisê li Iraqê her wiha da zanîn, ji destpêka meha Hezîrana îsal ve dê geştên asimanî navbera Hewlêr û Tûnisê de dest pêbike û wiha got: ";Em hêvîdar in ev gav bibe destpêka pêwendiyên bazirganî, geştiyarî û kulturî yên navvera her du welatan."; + + +Dihok (Rûdaw) - Asayişa parêzgeha Dihokê berisva Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ku baskê PKKê li Başûrê Kurdistanê tê nasîn, li bara girtina endamekî wê partiyê dide û radigehîne ku endamê wê partiyê bi biriyara dozgeriyê hatiye girtin û niha di girtîgeha Zirka ya Dihokê de ye. +PÇDKê îdia kiriye ku endamê wan ê bi navê Ehmed Rêkanî ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatiye revandin û heta niha jî nayê zanîn ka li kuderê ye. +Li hember vê yekê, Asayişa Dihokê red dike ku endamê PÇDKê yê bi navê Ehmed Rêkanî hatibe revandin û serwendayî be û radigehîne, ew endamê PÇDKê bi awayekî qanûnî û li dûv biryara dadwerê lêkolînê yê asayişê û li ser pirseke girêdayî ewlehiya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. +Asayişê eşkere kiriye ku Ehmed Rêkanî niha di girtîgeha Zirka ya bajarê Dihokê de ye û endamên malbata wî, her wiha parêzerên wî dikarin serdana wî bikin, lêpirsîn digel navbrî berdewam e û her biriyareke dadwerê lêpirsînê bide ew dê Asayiş pêbend bin. +Asayişa Dihokê her wiha îdiayên PÇDKê yên ku dibêje Rêkanî ne li gor qanûnê hatiye girtin, red dike û dibêje, em ti kesekî li ser pirsên siyasî jî desteser nakin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku ti astengliyek li hember vegera Sekreterê PDK-Sê Siûd Mel abo Rojava tine û ew dikare vegere. Gedo her wiha got, ew dixwazin rûpelek nû bi Herêma Kurdistanê re vekin. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û tê de tekez kir ku ew weke kantona Cizîrê daxwaza piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin. + +Li ser pirsa nehatina wî bo Hewlêrê Gedo destnîşan kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê rêya Hewlêrê li ber wan girtiye û got ku helwestên PDK ji birêvebiriya wan nerênî ne. + +Gedo anî zimên ku ew dixwazin hemû hêzên Kurdistanî û bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan bikin lê got ku biryara wan ji Rojavayê Kurdistanê ye û ew biryareke serbixwe ye. + +Wezîrê derve yê kantona Cizîrê da xuyakirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê dixwaze ku hikûmeta Herêma Kurdistanê îtirafê bi birêvebiriya xweser bike û tekez kir ku ew dixwazin rûpeleke nû bi hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê re vekin. + +Li ser pirsa rêgirtin li hember serkreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe , Salih Gedo got ku ti tişt li ser Siûd Mela nîne û dikare derbasî Rojavayê Kurdistaê bibe. + +Derbarê rapora Grûpa Qeyranên Navdewletî (ICG)ku gotibû PKK çavkaniya serketina PYDê li Rojavayê Kurdistanê ye û dabû xuyakirin ku rêjîma Sûriyê piştgiriya PYDê dike , Gedo got ku haya wan ji wê raporê nîne. + +Tê zanîn ku şandeke kantona Cizîrê li bajarê Silêmaniyê ye û xwe amade dike ku serdana 3 welatên Ewropayê bike. +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, îro ji Rûdawê re gotibû, ew sê roj in li ser sînorê Rojava û Başûr im lê Asayişa Kantona Cizîrê nahêlin ez derbasî Rojava bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Malbata Remezan Mihemed Hesen, kesê ku di teqîna li bajarokê Tirbespiyê de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest dabû daxuyaniyek belavkir ku tê de dibêje hê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) termê Remezan radestî malbata wî nekirine. + +Roja 09.04.2014 teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi navê Lewend Hisên li Tirbespiyê de çêbû. + +Rêveberiya giştî ya asayişa PYD, derbarê teqînê de daxuyaniyek derxist û tê de got ku ";Roja, 09.04.2014, dora saet 10.30 bi dema Rojavayê Kurdistanê, motorekî bomberkirî di nav maleke li taxa el-Sewre li Tirbespiyê de teqiya û di encam de hemwelatiyekî bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da."; + +Herwiha malpereke nêzîk PYD nûçeyek debarê teqînê belav kiribû ku tê de dibêje: ";Li malekê li bajarokê Tirbespiyê kesekî dixwes bombeyekê çêbike da ku li nava bajarok biteqînê, lê bombe pê de hat teqandin û jiyana xwe jidest daye."; + +Di vê bare de, malbata Remezan Mihemed Hesen, kesê ku di teqînê de jiyana xwe jidest daye di daxuyaniyeke de ku ji raya gitşî û cîhanî re ragihand dibêje: ";Remezan berî 2 salan bû nûnerê PYD di kompaniyaya elektrîkê li Tirbespiyê û xizmeta hemwelatiyan dike û dibêje ku berpirsê asayişa PYD Ciwan Îbrahîm ev tişt di daxuyaniye xwe de neaniye ziman."; + +Herwiha malabata Remezan dibêje heta niha termê kurê wan li cem asayişê ye û ew radestî malbata wî nekirine ";Da ku bizanin rast term yê kurê wa ne yan na."; + +Malbata Remezan diyar kir ku daxuyaniya asayişê û raoprta wê malperta ji PYD ve nêzîk hevdijin û got ku kurê wan ";Windaye"; û daxwaza ji aliyên peywendîdar dike ku lêkolîneke dadwerane li ser vê pirsê bike û zaniyariyan ji aray gitşî re rabgihîne. + + +Rûdaw (Hewlêr)- Organîzatorê odeye hilbijartinan ya Tevgera Gorranê, Aaram Şêx Mihemed helwesta Goranê li ser posta serokomarê Iraqê aşkere kir û ragihand ku ew nizanê dê kandîdê wan bo wê postê hebe yan na. + +Rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kudistanê (YNK) tekez dikin ku posta serokatiya Iraqê bo Kurd e û di nava Kurdan de jî bo YNK ye. + +Wek bersivekê li ser vê helwesta YNK, Aaram Şêx Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Em jî dixwazin ew post bo Kurdan be, piştire rêkeftina hêzên siyasî yên Kurd û Parlamentoya Kurdistanê diyar dike bê wê ew post bo kî be."; + +Derbarê wê yekê ku Gorran daxwaza posta serokatiya Iraqê dike yan na, navhatî wiha ragihand: ";Çima na, di siyasetê de ti egerek ne dûr e, her kesekî me yê baş hebe ku li gor wê postê biguncê, di danûstandinan de behs dikin."; + +Piştî ku encamên nefermî hên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê belav bûn, Kurd tekezî li ser wergirtina posta serokatiya Iraqê dike, ku niha jî di dest Kurdan de ye, lê heta niha li ser diyarkirina kandîdekî bo vê postê kom nebûne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sê welatyên Rojhilatê Kurdistanê di dema komkirina pincarên buharê de li çiyayên bajarê Sayin Qella li parêzgeha Ormiyê hatin girtin. + +Beşeke zêde ji şênyên Rojhelatê Kurdistanê di demsala Buharê de ji bo xwarin û frotinê berê xwe didin çiyayan ji bo komkirna bincaran. + +Hejmarek welatyên bajarên Bokan, Mehabad û Pîranşarê li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo komkirna giya û pincarên buharê berê xwe dabûn çiyayên derdora Sayin Qella, li ser pira Gelayê hêzên îdareya çavkaniyên xwezayî rê li wan girt û ew binçav kirin, bêyî sûceke diyar 3 ji wan welatiyan hatin girtin. + +Li gor ku hatiye ragihandin, yek ji wan kesan bi navê Eshed, piştî ku pereyekê zêde jê hat standin, serbest hat berdan. + +Bi giştî jî hêzên îdareya çavkanyên xwezeyî yên dewleta Îranê bi darê zorê qasî 10 milyon tûman ji wan 3 kesan wergirtine. + +Komkirina giyayên buharî bi armanca frotin û xwarinê, dahat û xureka beşek ji welatyên Rojhlatê Kurdistanê ye di demsala buharê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh, Şemiyê, Asayişa, PYD, li bajarokê Çilaxa endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Emîn Ebbas girtin. +Çalakvanekî ji bajarokê Çilaxa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê, saet derdora 9ê şevê bi dema Rojavayê Kurdistanê, Asayişa Çilaxa girte ser mala Mihemed Emîn Ebbas û ew girtin. +Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Ismayil ji Rûdawê re diyar kir ku di çend rojên borî de kampîneke girtinê li dijî endamên partiya wan li çend deveran heye. +Ismayil da zanîn ku piştî teqandina mala endamekî Partiya wan li bajarokê Tirpespiyê, roja 9ê gulanê, her yek ji xudiyê malê Pêşeng Mûsa, Elî Ibrahîm Mûsa, Xelîl Hisên Ebdî, Mihemed Elî Xilo, Fayiz Rîfaî û Nêçîrvan Ebbas ku endamên partiya wan in hatine girtin. +Ismayil herwiha diyar kir ku endamên partiya wan, Selah Beyro ji gundê Maşoqê, Feysel Neqîb ji gundê Dêrûna Qulinga, Omer Nûrî û Omran Sali ji gundê Rikava li ser destê Asayişê hatine girtin. +Ismayil ev kampaniya girtinê bi provakasyon û rikberiya siyasî li dijî Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê wesif kir û got ew li hember vê siyasetê xwe radigrin û bi bînfirehî tevdigerin da ku vê qonaxa hestyar derbas bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayre îro, 12.05.2014, encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdiustanê (YNK) biryara xwe ya dawî derbarê beşdarîkirin yan beşdarînekirin di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de yek alî bike. + +Encûmena serkirdatiya YNK îro li bajarê Silêmaniyê civînekê lidardixe bo mebesta biryardan li ser bşdarîkirin yan beşdarînekirin di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de. + +Endama serkirdatiya YNK, Nermîn Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Civîn îro li bajarê Silêmaniyê taybete bi gotûbêjkirina beşdariya me di hikûmetê de û çawaniya wê beşdariy."; + +Herwiha Nermîn Osman ragihand jî ku dê di vê civînê de encûmena serkirdatiya YNK behsa ";Encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola kadroyên wan"; bike. + +Roja 10.05.2014, polîtburoya YNK pirsa biryardan li ser beşdarîkirin yan beşdarînekirin di pêkanîna hikûmetê de avêt ser milê encûmena serkirdatiya xwe. + +Wê endama serkirdatiya YNK da zanîn jî ku ";Tewerekî din yê bernameya civîna îro, derbarê wan rapirsiyên ku li ser beşdarî kirin yan beşdarînekirina YNK di hikûmetê de û encûmena serkirdatiyê dê birayar dawî li ser vê pirsê bide."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Di kêmtirî yek mehê de 2 malperên ser bi çalakvanên xwendekar ên Rojhilatê Kurdistanê hatin hakkirin. + +Hat ragihandin duh, 11.05.2014, malpera fermî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îranê hatiye hakkirin ku saziyeke fermî ya xwendekaran e ku girêdayî Partiya Demokrata Kuerdistana Îranê ye. + +Vê saziyê di rûpela xwe ya taybet de li ser Facebookê ragihandiye ku malpera wan hatiye hakkirin û ew niha mijûlin ku careke din malpera xwe çalak bikin û mijûlî in da ku malper vê carê bi awayekî ewlehtir be. + +Herwiha nêzî mehekê beriya niha jî malpera Enistîtoya Kurmanc li zanîngehên Urmiyê hate hakkirin ku navê wê Nîsannews bû û ji aliyê xwendekarên zanîngeha Urmiyê ve dihat rêvebirin. + +Enistîtoya Kurmanc li Urmiyê jî di daxuyaniyekê de wê demê li ser Facebook tohmeta hakkirnê li kesên nêzî hhikûmeta Îranê dabûn. + +Herwiha malpera Nîsannews piştî ku hate hakkirin careke din dest bi kar kir û taybet e bi deverên Xoy, Makû, Urmiyê û Selmasê li Rojhilatê Kurdistanê. + +Wekî tê zanîn di demên bihurî de malperên çalakvanên xwendekarî li Rojhilatê Kurdistanê rastî êrîşeke hakeran hatine lê heya niha bi awayekî fermûî nehatiye zanîn ka gelo ew haker ser bi hhikûmetê ne yan na. + + +Qamişlo (Rûdaw)-li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistnê û bajarê Hesekê xwepêşandanên piştgiriya Beşar el-Esad hatin lidarxistin. + +Îro, 12.05.20147,saet 10ê sibehê li bajarê Qamîşlo, li çargoşeya ewlehiya rejîmê, alîgirên Beşar el-Esed xwepêşandanek lidarxistin. + +Herwiha bajarê Hesekê jî, nêzîka hezar kesên Ereb û Xiristyan ji piştgirên Esed li Meydana Serok hatin cem hev û xweûpêşandana wan ji aliyê hêzên Berevaniya Niştimanî ku ser bi rejîmê ve ne hate parastin. + +Di van her du mehên dawî de, ev dehemîn care ku alîgirên Beşar el-Esed dadikevin kolan û meydanên bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye û navenda Kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve di 21ê çilleyê borî de hatibû ragihandin. + +Tevî ku desthilatdarên Kantonên cezîrê xwepêşandanên tevegera siyasî, civakî û sivîl yên hêzên tevegera kurd û opozosyona Sûriyê bê molet qedexedikin, lê alîgirên Esed û grûpên bi ser rejîmê ve bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe lidar dixin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê, daxuyaniya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê belav kir, ew daxuyanî bi taybet di torr û malperên civakî de rastî nerazîbûna çalakvanên siyasî û sivîl yên kurd hat. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê jî dibêje, eger wisa be wê demê ew nivîs nêrîna fermî ya Îranê nîne. + +Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, duh daxuyaniyek bi navê ";Nêrînek li ser pêwendiyên Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê"; li ser malpera xwe belav kiribû û tê de Komara Kurdistanê wek ";hikûmetek çend roje ya komunîstî"; bi nav kiribû her wiha îdia kiribû ku kurd dixwazin ji xwe re ziman, dîrok û çandekî çêbikim di demekî de ku kurd kêmîneyeke etînkî ya îranî ne û zimanê kurd jî tenê zaraveyeke îranî ye û ji komek peyvên farsî, erebî û tirkî pêk hatiye. + +Piştî ku ev mijar ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat belavkirin, rastî nerazîbûna kurdan hat ji ber wê jî Konsulxaneya Îranê bêyî ti daxuyaniyekê ev mijar li ser malpera xwe rakiriye. + +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, li gorî ku ew nivîs li ser malpera Konsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê hatiye rakirin wê demê ev nîşan dide ku ev mijar bi nezanî hatiye belavkirin yan jî eger bi enqest be nêrîna fermî ya komara îslamî ya Îranê temsîl nake. + +Nazim Debax, her wiha diyar kir ku hinek tişt nayên înkarkirin û ti kes nikare netewbûna kurdan înkar bike, ji ber ku kurd xwedan dîrokeke dûr û dirêj e û welatê kurdan jî ji aliyê dagîrkeran ve hatiye perçekirin û di şert û mercên îro de li welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn û hewl didin di çarçoveya wan welatan de mafên xwe bidest bixin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Kurdistanê dixwaze roja jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî wek bînvedana fermî nemîne. Fraksiyona PDKê jî bi tundî li dijî vê yekê derdikeve. + +Fraksiyona YNKê li Parlementoya Kurdistanê, di dora çaremîn a parlementoyê de pêşniyarqanûnek pêşkêşî serokatiya parlementoyê kiriye ku tê de tê xwestin, roja 14ê Adarê ku wek roja jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî tê zanîn û her sal wek bînvedana fermî tê pesendkirin, wek bînvedan nemîne. + +Pêşniyarqanûna fraksiyona YNKê ku bi navê ";sererastkirina bînvedanên fermî li Herêma Kurdistanê"; hatiye amadekirin ji aliyê 13 endamên fraksiyonê ve hatiye îmzekirin. + +Li ser vê yekê, endama fraksiyona YNKê Geşe Dara Hefîd, ji Rûdawê re got, Mela Mistefa Barzanî yek ji sembolên gelê kurd e lê jibilî wî sembolên din jî hene lewma eger roja jidayikbûna Barzanî wek bînvedan were pesendkirin wê demê hinek kesên din jî dê bêjin bila roja jidayikbûna sembolên din jî bibe bînvedan ev jî dê bibe sedema zêdebûna rojên bînvedanê. + +Geşe Dara Hefîd anî ziman, lê ew hewl didin rojên bînvedanê kêm bikin da ku karîgeriyek negatîf li ser jiyana xelkê neke. + +Li hember vê yekê, endamekî fraksiyona PDKê ji Rûdawê re got, Mela Mistefa Barzanî sembola kurdiniyê ye ji ber wê jî roja jidayikbûna Barzanî dê her wek bînvedan bimîne. + +Heta niha rojên bînvedanê yên Herêma Kurdistanê nehatine rêkkirin. Helbet di dora berê ya Parlementoya Kurdistanê de jî hewl hat dayîn ku rojên bînvedanê bên kêmkirin lê nehat pesendkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser koçandin û kuştina kurdên êzîdî ji cih û warên xwe li parêzgeha Mûsilê bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, neçarkirina kurdên êzîdî bi terikandina cihên xwe ";pilaneke tirsonek a terorîstan e û di encama kîn û hêrsa dujminên aştî û pêkvejiyanê de hatiye dariştin";. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de li ser rewşa kurdên zêdî û êriş û gefên li ser wan bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, neçarkirina kurdên êzîdî bi terikandina devera Rebîe ya Mûsilê, pilaneke tirsonek a terorîstan e û di encama kîn û hêrsa dujminên aştî û pêkvejiyanê de hatiye dariştin. + +Di beşek din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku em bi tundî sûc û êrişên ku li dijî xûşk û birayên me yên êzîdî tên kirin, şermezar dikin û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû cure piştgirî û alîkariyekê bide wan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên kurdên êzîdî ku li devera Rebîe ya Mûsilê mijûlî karê çandiniyê ne, ji tirsa komên çekdar neçar mane cih û warên xwe biterikînin û vegerin Şingalê. Ev bûyer, piştî wê rû da ku 4 xortên êzîdî ji aliyê çekaran ve hatin kuştin. + +Komên çekdar beriya kuştina wan xortan, gef li malbatên êzîdî xwaribûn ku divê di demek kurt de wê deverê biterikînin lê beriya ku heyama wan biqede ew xort kuştibûn. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî roja 11ê Gulana îsal ferman dabû, li Şingalê hêzeke pêşmerge bo parastina kurdên êzîdî pêk were. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Bi hatina Hefteya Perestaran (hemşîre), karmendên tenduristiyê li şûna pîrozbahiyan çalakiyeke nerazîtiyê li ber Nexwexane Dewletê ya Dêrsîmê li dar xistin. Çalakgeran diyar kirin ku 'Ji ber tenduristî xizmetguzariyeke gelemperî ye, divê ev xizmeta bi zimanê zikmakî û bêpere bê cîbicîkirin'. +Karmendên tenduristiyê yên ser bi Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) îro, di roja destpêkirina Hefteya Perestaran de, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê têkildarê çetinahî û zehmetiyên ku tenduristkar û perestar rûbirû dibin, daxuyandin. +Li ser navên çalakgeran Dr. Azad Gundercî daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de Gundercî destnîşan kir ku di cejn û rojên xwe yên taybet de ji ber şert û mercên têde ne, li şûna pîrozbahiyan neçar dimînin çalakiyên pirotestoyî li dar bixin. Gundercî got ku bi armanca 'qezenca zêdetir' bi hişmendiyeke bazirganî, jûrê perestaran ên ji bo guherîna cilûbergan ji destên wan hatin girtin û jûrên kewkirin û dermankirinê jî hatine tengkirin. +Gundecî derbirî ku pergala ku li gorî asta xebatê û performansê mûçeyên tenduristkaran destnîşan dike, têk çûye. Gundercî, anî zimên ku di encama Saziya Nexweşxaneyên Gelemperî de bi bazirganîkirina xizmetguzariya tenduristiyê perestar jî ketine bin zexteke mezin. Gundercî, wiha domand: "Perestarên ku di bin fişara performansê de dimînin; rastî tundî, destdirêjiya devkî û cesteyî tên. Ti ewlehî ji bo kedkarên tenduristiyê nemaye." +Dr. Azad Gundercî got ku bi salan e sendîkaya wan SES ji bo ked û ewlehiya tenduristkaran têdikoşe. Gundercî di vî warî de wiha pê de çû: "SES bi salan e girîngiya ewlehî û kedê diparêze. Lewma divê bicihkirina perçeyî ya 'perestarên pîrik' demildest bê terikandin. Pergala perestarên pîrik ên ku bigirêbestên 4Cyî û 4Byî pêk tên, divê hemû xebatkaran ne girêbestî wekî karmendên berdewam werbigirin. Ji ber tenduristî, xizmetguzariyeke gelemperî ye, divê ev xizmeta bi zimanê zikmakî, bê pere û li ber dest be. Nabe ku hesabên bazirganî bikeve nav xizmetguzariya tenduristiyê." +Kedkarên tenduristiyê daxwaz û hincetên daxwazên xwe wiha rêz kirin: +"- Ji bo destberdana bernameya veguherîna tenduristiyê, li şûna performansê destnîşankirina mûçeyeke bingehîn û mirovî ku li xanenişîniyê jî diyar be, ji bo vekirina malên venêhirtina zarokan û kireşên 24 saet vekirî, ji bo tenduristkarî jî bikeve bin sîwana karên herî giran û metirsîdar, ji bo mafê xanenişîniya zûtir, ji bo pêkhatina şertên ewle û ji tundiyê dûr, ji bo xebata ewle û berdewam, ji bo hemû pîrik û perestarên ku bi girêbest di çarçoveya 4/b û 4/c de kar dikin qadrobûn ango karê berdewam, ji bo xebata heftane bibe 35 saet, ji bo kar û erk bên pênasekirin û destnîşankirin û ev yek bigihêje ewlehiyeke qanûnî, ji bo kotakirina dabeşkirina kar di çarçoveya zayendperestiyê de; pêwîst e girêbesta perestariyê ya ILOyê bê îmzekirin û pêdiviyên wê bên cîbicîkirin." + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hev kirin. + +Encumena Serkirdetiya YNKê, îro li ser beşdariya YNKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de her wiha pêkanîna hikûmeta Iraqê û hinek mijarên din li bajarê Silêmaniyê civiya. + +Piştî civînê, kargêrê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, ragihand, YNKê biryar daye beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe. + +Li gorî malpera fermî ya YNKê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku şanda pêkanîna hikûmeta YNKê dikare li ser çawaniya beşdariya YNKê di hikûmetê de bi PDKê re danûstandinan bike. + +Ji aliyekî din, berpirsekî YNKê li ser wezareta navxwe ku YNKê rijd bû li ser wergirtina wê, ji Rûdawê re got, PDK û YNK li ser wezareta navxwe li hev kirine û li gorî wê yekê, wezareta navxwe dê du salan bibe ya YNKê û du salan jî bibe ya PDKê. + +Li ser postên Parlamentoya Kurdistanê jî, endama serokatiya YNKê Nermîn Osman ji Rûdawê re got, cîgirê serokê parlamentoyê dê ji nav YNKê were destnîşankirin. + +Hat zanîn, naveroka civîna îro ya encumena serkirdetiya YNKê îşev were eşkerekirin. + +Dihok (Rûdaw) - Nêzîkî 200 kesên ku jin û zarok jî di nav wan de bûn, dixwestin îro ji Baaşûrê Kurdistanê vegerin Rojava lê j rê li ber wan hat girtin. + +xortê bi navê Hesen Temmê ku di navê wê komê de bû, ji Rûdawê re ragihand ku di despêkê de ji wan re hat gotin ku divê herin Kampa Bacid Kendal da ku îqame û formên xwe radestî berpirsên wir bikin û piştî ku form û îqameyên piraniya wan ji wan hat standin ji wan re hat gotin ku ew nikarin derbas bibin. + +Hesen Temmê, diyar kir ku piştî ku birêbeviriya pêwendiyan li deriyê sînorî yê Pêşxabûrê ji wan re got ku ew nikarin derbasî Rojava bibin ji ber ku PYDê nahêle, wan berê xwe dan rêbenda Sihêle lê pêşmergeyan jî ji wan re gotin ku ew nikarin wan derbas bikin. + +Hesen Temmê da zanîn ku ew kesên ku îqame û formên wan ji wan hat standin hêj li wir mane û gellekî nerazî ne ji ber ku nema êdî dikarin vegerin Hewlêrê û deverên din ên ku jê derbas bibûn, îqameyê dixwaze. + +Ji aliyê xwe ve birêvebirê deriyê Pêşxabûr Şewket Berbiharî, ji Rûdawê re ragihand ku ew pirsgirêk ne ji cem wan e lê PYD nahêle ku xelkê Rojavayê Kurdistanê yên belengaz vegerin malên xwe. + +Tê zanîn ku deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve girtî ye ji ber ku karmendên wê ji ber kolandina xendeka navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girev girtine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm, ku di heman demê de endamê polîtburoya PDKê ye jî, dest ji karê xwe berda. + +Parlamentoya Kurdistanê di civîna roja 29ê Nîsana îsal de desteya serokatiya xwe hilbijartibû ku endamê polîtburoya PDKê Ceifer Îbrahîm jî wek cîgirê serokê parlamentoyê hatibû hilbijartin. + +Lê li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê li ser parvekirina pişkên hikûmeta nû cîgirê serokê parlamentoyê dê bibe pişka YNKê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, yek ji namzedên herî bihêz ên YNKê bo vê yekê Bêgerd Talebanî ye. + +Berpirsekî PDKê ji Rûdawê re got, di çend rojên bê de Ceifer Îbrahîm dê destjikarberdana xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike. + +Wî berpirsê PDKê her wiha da zanîn, parlamenterê PDKê Nûrî Heme Elî jî destjikarberdana xwe pêşkêş kiribû lê nehatiye qebûlkirin. + + +Dihok (Rûdaw)- Li parêzgeha Dihokê, proseya veqetandin û hejmartina dengên dengdana gitşî, dengdana taybet û dengdana mericdar bidawî hat. + +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, hejmara dengên ku aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên encûmena parêzgeha Dihokê bidest xistine, bi vî awayî ne: + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê: + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 329 hezar û 633 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 89 hezar û 821 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 36 hezar û 431 deng + +Tevgera Gorranê: 23 hezar û 780 deng + +Debgên hilbijartinên encûmena parêzgeha Dihokê: + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 343 hezar û 192 deng + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 60 hezar û 213 deng + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 39 hezar û 436 deng + +Tevgera Gorranê: 24 hezar û 627 deng + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Farqîna ser bi bajarê Amedê, piştî çalakiya sê rojan endam û cemawerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), dîwarên qereqola ku li ber bendava Farqînê dihat çêkirin, hilweşandin. + +Li gor malperên ser bi BDPê diyar kirin ku, çalakvanên BDPê, piştî dîwara qereqolê hilweşandin, alên PKKê û wêneya rêberê PKKê Abdula Ocalan li ser ew dîwarê hatî hilweşandin, daleqandin. + +Hat ragihandin ku, di nav wan çalavanan de, seroka rêxistina BDPê ya Amedê Zubeyde Zunrutû serokê şaredariya Farqînê Yuksek Bodakçî jî amede bûn. + +Zubeyde Zumrut ji raya giştî re ragihand ku, bi navê parastina çêkirina bendevan, dewleta Tirkiyê, li herderê kurdistanê, hêzên leşkeran tuje dikin, pêwîste piştî ku pêvajoya aşitî dest pê kir, hikûmeta Tirkiyê qereqolan kêm bike, û sîstema cerdevaniyê hilweşîne, lê berovajî her diçe zêde dike. + +Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê li navçeya Farqînê û dinav sê gundan,Boyunlu,Bayrambaş û Ormandişê de berî şeş mehan de , bi hînceta parastina bendavê dest bi avakirina qereqolekê dikir, û piştî sê roj ji çalkiyan dîwarê qereqolê hat roxandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pejiranbdina destûra Herêma Kurdistanê de derxist û tê de tekez dike ku pejiranidna destûr pirseke girînge û di dsetpêka karnameya parlamentoyê de ye. + +Di daxuyaniyekê de ku îro, 13.05.2014, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pijarndin destûra Herêma Kurdistanê weşandiye tê de dibêje: ";Tevî ku pirsa pêkanîna hikûmetê bo parlamento û welatiyên Herêma Kurdistanê girînge, lê bi heman awayî pejirandina destûra Herêma Kurdistanê di destpêka katrê vê xula Parlamentoya Kurdistanê û sertokatiya wê de ye."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku: ";Ji destpêka karê serokatiya nû ya parlamentoyê ev pirs hat gotûbêj kirin, ji ber ku ev daxwaza piraniya aliyêln siyasî yên herêm bû û birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî, piştî şêwirê ligel wan, bi rêya nameyekê roja 16ê Hizêrana sala 2013an daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku bi pejrandina destûra Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna lihevkirina niştimanî li ser bidin."; + +Herwiha Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku ew bi hemahengî ligel frakisyonên nava parlametoyê, dê di rojên bê de birayra li ser rê û şûnên pejrandina destûr bide ";Da ku destûra herêm bibe sedema pêkanîna sîstemeke demokratîk, parlamentoyî û sivîl li Herêma Kurdistan."; + +Herwiha di dawiyê daxuyaniyê de Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hêzvî ji aliyên siyasî xwest ku ";Bi canê berpirsiyariyê mamele ligel vê pirsê bikin û dûrî muzayedeya siyasî rawestin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medyaya Tirkiyê, li çiyayê Meskana ku 60 kîlometrî dûrî bajarê Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, hin kesên çekdar di seatên şevê de gule berdan leşkerên Tirkiyê û leşkerek birîndar bû. + +Hat ragihandin ku, ew leşkerê ku ji sînga xwe ya çepê de birîndar bû, hat rakirin ji bo nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê, û di emeliyatê de derbas bû. + +Herwiha di encama vê êrîşê de, ji bargehên artêşa Tirkiyê li Colemêrgê, du helîkoptirên leşkerî, bi tev leşkerên komando çûn qereqola Meskanê, û operesyoneke li wê herêmê dest pê kir. + +Li gor agahiyan heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji artêşa Tirkiyê yan ji waliyê Colemêrgê derbarî vê bûyerê derneketiye. + +Wek tê zanîn ev demeke li dijî çêkirina qereqolan li çiyayê Meskanê xelkê herêmê çalakiyan lidar dixistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya Bilind a Fetwe li Herêma Kurdistanê encamdana geşta Umre ji Herêma Kurdistanê bo Erebistan Siûdiyê rawestandin heta kontrlokirina veyrûsê Korona li wî welatî. + +Îro, 13.05.2014, Komtîteya Bilind a Fetwe derbarê pirsa encamdana geşt Umre ji aliyê welatiyên Herêma Kurdistanê, civiya. + +Di dawiya civîna xwe de komîteyê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye: ";Komîteya Bilind a Fetwe li Herêma Kurdistanê daxwza ji hemû misilmanên Kurdistanê dike ku heta bi awayekî temam ew nexweşî rawneste, bila geşta Umre encam nedin."; + +Duh, Duşemê, Wezîrê Tendirûstî yê Herma Kurdistanê, Rêkewt Heme Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku dê ,Sêşemê, WEzareta Tendirûstî, Wezareta Navxwe, Wezareta Ewqaf û Komîteya Bilind a Fetwe ya Herêma Kurdistanê bicvin bo dayîna birayar dawî li ser encamdana geşta Umer ji aliyê welatiyên Herêma Kurdistanê, di demekê de ku veyrûsê Korona li welatê Siûdiyê belav bûye û çend kes bi sedema wê mirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çendîn partî, hevrêz û kesayetiyên serbixwe pêk tê, di daxuyaniyekê de bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku sînorekî ji kiryarên hêzên asayişê yên ku bi neperpirsyare wesif kirin dayne. +ENKS ragihand ku wê her dem xwestiye kar ji bo peydakirina geşûhewaya hetêgihiştin û hevkariyê di navbera her du Encûmenên Kurd de bike û heta dikarin ji alozî û hevrikiyê dûr dikevin û daxwaz li EGRK, ku bi şêweyekî sereke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û saziyên bi ser ve û çend partiyên din ên kurd pêk tê, kir ku di vê derbarê de alîkariyê bi wê re bikin. +Daxuyaniya ENKSê bal kişand ser girtina çendîn hemwelatiyan ku bi pirraniya xwe endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (ENK-S) ne û cihê xwe di desteyên cuda yên vê partiyê de dikirin û di navde jî endamê komîteya navendî, ku piştî teqîna Tirbespiyê hatiye girtin û herwiha qedexekirina vegeriyana sekreterê partiya navborî Siûd Mela bo Rojavayê Kurdistanê û ev kiriyar weke kiryarên nebirpirsyare ji aliyê asayişê fe wesif kirin. +ENKSê tekez kir ku ewê her dem kar ji bo yekhelwestî û yekrêziya kurd û xweşkirina geşûhewaya pêwendiyan kar bikin û bang li Encûmena Gel kir ku sînorekî ji van kiryarên zerekar ên nayên qebûlkirin deynin û tevahiya girtiyên partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye li hemû deveran serbest berdin. + +ب رێژەیا زێدەتر ژ 15% دەنگێن پەنابەرێن دهۆكێ هاتنە سوتن، ب دیتنا چاڤدێران ئەگەرێ وێ چەندی نەزانیا چاوانیا دەنگدانێ، فەربوو باشتر بو وان هاتنا رونكر كانێ دێ چاوا دەنگێن خو دەن، كومسیون ژی دبێژیت پێدڤی بوو كاندید و قەوارێن سیاسی رێنمایێن زێدەتر یێن دەنگدانی دابانە دەنكدەران. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Tuncel dibêje, Leyla Qasima ku 22 sal temam nekiribû, bi cangoriya xwe li hember rejîma Sadam Husên, riya berxwedanê ji bo hemû jinên kurd vekir. + +Tuncel di civîna HDPê ya haftane di perlemana Tirkiyê de diyar kir ku, Leyla Qasima ku bi temenê biçûk tevlî rêzên peşmergeyan bû, û ji bo ku gelê kurd hemû ji xewê şiyar bike, canê xwe bi qehremanî feda kir, û ji bo kurdan û bi taybetî ji bo jina kurd xwe kir sembola berxwedanê. + +Hevseroka HDPê da zanîn ku, kesên wek Leyla Qasim û Sekîne Cansiz, wê ji bo hemû jinên rojhilata navîn bibin nîşan û sembola berxwedanê. + +Sbahat Tuncel derbarê pêvajoya aşitî de jî got, bi çêkirina qereqolan aşitî li Tirkiyê çênabe, pêwîste dîsa hikûmet bi hînceta hilbijartinê demê derbas neke, û gavên ber bi çav bavêje. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Asayişa bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, şeva borî endamê komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hisên Îbiş girt. + +Endamê polîtburoya PDK-S, Mistefa Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî Asayişa bajarê Efrînê bi ser mala endamê komîteya navendî ya partiya wan de li bajarokê Şeran ser bi Efrînê girt û ew binçav kirin. + +Cumaa girtina hevalên wan weke guvaşeke siyasî li ser partiya wan da zanîn û got ";Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ji bandor û têkariya PDK-S weke partiyeke mezin ditirse lewra ew hewla astengkirina wê dide."; + +Cumaa got jî ";Piştî yekîtiya aliyên ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye ji wan hatiye damezrandin, PYDê hewil dide ku karê vê partiyê asteng bike û rola wê beravêtî bike."; + +Cumaa herwiha diyar kir ku ";PYD dixwaze ku partiya wan rakişîne pirojeya xwe yanjî wan rakişîne dijberiyekê, lê ew bersiva van hewlan nadin."; + +Ev yek di demekê de tê ku, pêr, 11.05.2014, asayişa PYD li bajarokê Çilaxa endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Emîn Ebbas binçav kirin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyare. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nerazîbûna xwe li hember wê nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê hatibû belavkirin û tê de gef û sivikatî li Herêma Kurdistanê hatibû xwarin, nîşan da û daxwaza daxuyaniya fermî ji komara îslamî ya Îranê kir. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, bi mebesta gihandina nerazîbûna Herêma Kurdistanê bo rayedarên Îranê, bangî wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê Muhsin Bavefa kirine. + +Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de nerazîbûna Herêma Kurdistanê bi fermî ji wekîlê konsulê Îranê li Hewlêrê re hatiye gotin û ji wî hatiye xwestin ku divê komara îslamî ya Îranê li ser nivîsa ku di malpera konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, daxuyaniyê bide. + +Hat gotin ku di civînê de hatiye ragihandin, ji ber ku siyaset û karûbarên derve yên hikûmet û dewletan ji aliyê karbidest û rayedarên pilebilind ve tên encamdan, lewma mafê konsulekî tine ku nivîs yan daxuyaniyên wisa bide belavkirin ji ber ku ew kar, derbaskirina sînorê desthilata wî ye ji ber wê jî pêwîst e hikûmeta Îranê daxuyaniyek li ser vê mijarê bide. + +Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Muhsin Bavefa gotiye, ew tiştên ku li ser malpera konsulxanê hatiye belavkirin, siyaset û helwesta komara îslamî ya Îranê nîne û li hember daxwaza rayedarên Herêma Kurdistanê jî gotiye, dê nerazîbûn û nigeraniya Herêma Kurdistanê ji rayedarên Tehranê re ragihîne û bersiva rayedaran jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne. + +Di nivîsa ku çend roj berê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê hatibû belavkirin, gefa wê yekê hatibû xwarin ku eger Herêma Kurdistanê behsa serxwebûnê bike wê demê dê pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê têk biçin, her wiha sivikatî li hember Komara Kurdistanê û zimanê kurdî hatibû kirin. + +Dêrik (Rûdaw/ANF) - Li Rojavayê Kurdistanê 6 kîlometre bakurê bajarê Dêrîkê gundê Hekmîyê yekemîn kampa penabera hat avakirin. Kampa ku ji 300 çadiran pêk tê, kesên ku ji ber êrîşa çetayan malê xwe berdana wê lê binîn. + +Li gundê Hekmiyê yê 6 km rojavayê bajarê Dêrikê dikeve kampeke penaberan bi amadebûna Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Xweser a Cizîrê Dijwar Ehemd, cîgirên wî û endamên komîteyên alîkariyan ên bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa hate vekirin. + +Kamp ji 300 çadiran pêk tê. + +Derbarê mijarê de Ehmed axivî û diyar kir ku îro ev kamp dê ji bo pêşwazîkirina welatiyên ku malên wan ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin, amade be. + +Ehmed destnîşan kir ku Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina pêdiviyên koçberan dê hemû derfetên xwe bi kar bîne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Asayişê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên asayişê ";komek terorîst"; girtine ku destê wan di teqîna vê dawiyê ya bajarê Xaneqînê û gellek bûyerên din de hebûye. + +Dezgeha Asayişê ya Herêma Kurdistanê, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên asayişê li parêzgeha Silêmaniyê karîne komek kes û endamên wan rêxistinên ku destê wan di revandin û kuştina şofêrên Kerkûkê de hebûye, girtine her wiha wan kesan xwestine efserên hêzên pêşmerge teror bikin her wiha pilana wan bo êrişkirina li dijî Dezgeha Asayişê û Asayişa Silêmaniyê û hinek armancên din li nav bajarê Silêmaniyê hebû. + +Li gorî daxuyaniya Asayişê, hemû ew kesên ku hatine girtin girêdayî rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAIŞ) ne. + +Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Kes û endamên ku hatine girtin girêdayî koma bi navê Ebû Hidûd a DAIŞê ne ku li hember êrişên terorîstî yên deverên Celewla, Seidiye, Dûz, Kerkûkê û gellek cihên din ên Kurdistan û Iraqê. Her wiha wan kesan gellek terorîstên xwekuj ji derveyî welêt anîne hundur."; + +Dezgeha Asayişê eşkere kiriye ku ew kesên ku hatine girtin hemiyan li sûcên xwe mukir hatine û destê wan di teqîna vê dawiyê ya li ber avahiya YNKê jî hebûye ku di nav wan de 6 kes kurd in û yek jî kurdê Îranê ye û li Xaneqînê rûdinê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi fermî kurê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir. + +Polîtburoya YNKê îro li bajarê Silêmaniyê li ser destnîşankirina hinek postên kabîneya heştem a hikûmetê civiya. + +Piştî civînê, li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya heştem de hatiye destnîşankirin. + +Hat zanîn, civîna polîtburoya YNKê dê li ser destnîşankirina cîgirê serokê parlamentoyê jî bidome. Dê di nav Goran Azad û Rêwas Fayiq yek jê were hilbijartin. + +Hat gotin, şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê sibê bicivin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, rayedarê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) yê bi navê Ehmed Rêkanî ku beriya niha ji aliyê hêzên asayişê yên Dihokê ve hatibû girtin, hat berdan. + +li gorî DÎHAyê, Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Ehmed Rêkanî ku roja 6ê Gulanê ji aliyê asayişa Dihokê ve hatibû girtin, piştî 8 rojan, îro hat berdan. + +Ehmed Rêkanî, wiha behsa girtina xwe kir: "6ê Gulanê li ber derê malê ez ji aliyê asayişê ve hatim binçavkirin. Piştre ez birim gel dadwer û wî jî biryara girtina min da. Ev 8 roje ez di girtîgehê de bûm." + +Rêkanî balkişand ser sedema girtina xwe û wiha axivî: "Ji ber ku zarokekî min tevlî refên gêrîlayan bûye, ez hatim girtin. Ji min re got, 'zarokê te çûye Rojavayê Kurdistanê û şer dike. Li wir birîndar bûye û piştre telefona te kiriye. Te çima ev yek ji hikûmetê re ne gotiye.' Min jî ji wan re got, 'ez dizanim kurê min çûye û vegeriyaye Kurdistanê jî."; + +Ehmed Rêkanî îdia kir ku ev tenê bihane bû ji bo girtina wî û wiha pê de çû: ";Ti bihaneyek nebû min pê bigirin, ev yek dîtin û ez girtim. Tenê ji ber kurê min bûye gêrîlla û li çiyaye, ez hatim girtim. Berî werim girtin jî ez hatim tehdîtkirin. Ji ber min di çapemeniyê de daxuyanî dabûn, ez dihatim tehdîtkirin. Piştî gef li min hat xwarin, min li dijî polîsan doz vekir. Ji min aciz bûn û dixwestin min bigirin";. + +Rêkanî her wiha bang li PDKê jî kir ku ";êrişên xwe yên li dijî PÇDKê bide sekinandin";. + +Asayişa Dihokê beriya niha ji Rûdawê re gotibû, Ehmed Rêkanî ji ber pirseke ewlehiyê û bi fermana dadwer hatiye girtin. + +Îdir (Rûdaw) - Duh li zozana gundê Yenîdogan a navçeya Başanê ya bajarê Îdirê yê Bakûrê Kurdistanê, ji ber baranê lehî rabû û 450 pezên gundiyan mirar bûn. + li gorî DÎHAyê, Welatiyê bi navê Îsmet Ozdemîr ku pezên wî mirar bûne ji bo zirara çêbûye bê tespîtkirin, serî li Rêveberiya Afetê ya Bajêr û Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr daye, lê ji bo wan ti eleqe nehatiye nîşandan. + +Ozdemîr wiha got: "Di rabûna lehiyê de 400 miyên me mirar bûn. Ji bo tespîtkirina zirarê me serî li cihên pêwendîdar de lê ti kesî guh neda me. Me mijar ji Meclisa Giştî ya Bajêr re ragihand. Di encama hewldana wan de personelên girêdayî Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Zirara me ya madî gelek in. Ji ber vê em dixwazin ku lêkolîn zû bê kirin û ji bo me piştgirî bê dayîn." + +Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê navçeya Başanê Nûrî Arkin jî diyar kir ku piştî lêkolînê ji bo piştgirî ji malbatên mexdûr re bê kirin, dê serî li saziyên eleqedar bidin û wiha got: "Duh bi şev li qûntara Çiyayê Agirî ji ber lehiyê felaketek mezin çebû. Me jî weke meclisa bajêr li cihê bûyerê lêkolîn kir." + +Serokê Meclisa Giştî ya Îdirê Abdulkadîr Ozsular diyar kir ku tiştê ji destê wan tê dê bikin û heman hesasiyetê ji saziyên eleqedar jî hêvî dikin. Ozsular wiha got: "Li vê herêmê ji ber lehiyê zirareke madî çêbû.Nêzîkî 450 pez mirar bûn. Destpêkê Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr eleqe nîşan neda. Duh piştî civîna meclisa me Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr lêkolîn da destpêkirin. Îro jî me li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Di vê mijarê de tiştê ji destê me bê em ê bikin. Em heman hesasiyetê ji rayedaran jî hêvî dikin." + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihnad, îhtimala wê heye kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebin ji ber ku ";êdî dema wê hatiye kurd biryara xwe ya dawî bidin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajansa Reutersê, ragihand ku îhtimala wê heye kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebin. + +Mesûd Barzanî, diyar kir ku çimkî kurd nikarin bi vî rengî beşdarî hikûmeta Iraqê bibin û wiha got: ";Êdî dema wê hatiye ku kurd biryara xwe ya dawî bidin. Em êdî sebir nakin. Eger me hikûmeta Iraqê baykot kir wê demê emê parlamentoyê jî baykot bikin."; + +Barzanî, di beşek din a hevpeyvîna xwe de li ser Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî got, kêmasî hemû ne yên Malikî ne lê wek serokwezîr û fermandeyê hêzên çekdar ên Iraqê berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê wî û wiha anî ziman: ";Ew Malikiyê ku me berê nas dikir ligel Malikiyê niha cuda ye."; + +Serokê Herêma Kurdistanê, li ser sebeba dûrketina ji Malikî jî got, wan di heyama 4 salên borî de ti hevbeşiyek ji Bexdayê nedîtine û wiha anî ziman: ";Çimkî hemû biryar ji aliyê kesekî tenê ve dihat dayîn. Li Bexdayê her tişt ketiye bin destê desthilatê. Ev jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em dixwazin bibin şirîk nek dûvik."; + +Li ser arîşeyên aborî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî got, her kesê ku bûdceya Herêma Kurdistanê kêm bike dê baca wê bide, eger wisa hizir dikin ku kurd dê bi van tiştan dest ji mafên xwe yên rewa berdin, xelet hizir dikin. + +Derbarê hinartin û firotina nefta Kurdistanê de jî Barzanî got, me biryareke siyasî daye û emê bi awayekî serbixwe li ser firotin û hinartina petrolê berdewam bin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Jimartin û veqetandina dengên dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bidawî hat. Hat zanîn PDKê 45%ê dengan bidest aniye. + +Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30ê Nîsana îsal hatin lidarxistin lê heta niha jî jimartina dengan didome. + +Jimartina dengên hêzên çekdar û girtiyên Herêma Kurdistanê ku 2 rojan beriya dema qanûnî ya hilbijartinan tê kirin û wek dengdana taybet tê binavkirin, li ser sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê bidawî bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, li parêzgeha Hewlêrê bi giştî 55 hezar û 357 deng hatiye dayîn, li parêzgeha Silêmaniyê 57 hezar û li parêzgeha Dihokê jî 25 hezar û 667 deng avêtine sindoqan. + +Li gorî encamên han, dengên partiyan bi vî awayî ye: + +PDK: 61 hezar û 142 deng ku dike 45% +YNK: 43 hezar û 153 deng ku dike 32% +Tevgera Gorran: 24 hezar û 313 deng ku dike 18% +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 311 deng ku dike 3% +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 905 deng ku dike 2% + +Silêmanî (Rûdaw) – Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, diyar kir ku heta niha YNKê ti namzedek ji postên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoya Kurdistanê destnîşan nekiriye. + +Biryar bû di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de namzedên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê yên YNKê bên destnîşankirin lê hat gotin ji ber dirêjbûna gotûbêjan ev yek pêk nehat. + +Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, ji Rûdwê re got, polîtburo îro civiya lê heta niha postên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê nehatine destnîşankirin. + +Hakim Qadir Hemecan, da zanîn, şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê dê li bajarê Hewlêrê bicivin û dibe ku di wê civînê de YNK namzedên xwe ji PDKê re eşkere bike. + +Ev di demekî de ye ku piştî civîna polîtburoya YNKê hatibû gotin ku kurê Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi wê yekê tometbar dike ku ";karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina Kurdan û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe metirsiyê";. + +Polîtbîroya PDK-Sê ya ku di encama yekgirtina 4 partiyên Kurd de hat damezirandin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ";PYDê ji destpêkê de li dijî yekgirtina her çar partiyan wan rawestiyaye, ev yek jî di rêya girtina deriyên sînor li ber endamên kongreya wan";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";PYDê û hêzên bi ser wê ve ji dema ku PDK-Sê hatiye damzirandin de guvaşan li ser vê partiya nû dimeşîne ji bo ku çalakiyên xwe destpê neke û herî dawî jî nehişt sekreterê PDK-Sê Siûd Mela yê ku ji roja înê ya borî ve li ser sînore li aliyê bajarê Dirbêsiyê, vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Roja 9ê gulanê li nav mala endamekî PDK-Sê li bajarokê Tirbespiyê teqînek çêbû û di encam de hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest û hemwelatiyekî din birîndar bû. + +Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, derbarê teqînê de PDK-Sê bi wê yekê tometbar kir ku ";dixwest di rêya çend endamên xwe re teqînan li nav mizgefteke li taxa Ereban li Tirbespiyê çêbikin";. + +Lê polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ev tomet red kirin û teqîn jî wek ";şanogeriyeke xirab"; da zanîn ku bi gotina wê armanc jê ew bû ku ";hevalên wan bên girtin, di nav de jî her du endamên komîteya navendî Mihemed Emîn Ebas û Hisên Îbiş û endamê desteya şêwirdarî ya partiya wan Selah Beyro"; ku piştî teqînê ji aliyê hêzên asayişa ser bi PYDê ve hatin girtin. + +PDK-Sê tevî şermezarkirina wan karan, PYDê bi wê yekê tometbar kir ku ";krîzan çêdike ji bo ku tevgera siyasî ya Kurdî dûrî xebata ji bo mafên gelê Kurd bixe";, herwiha got ku ";PYDê karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina yekrêziya Kurdan û di rêya gef, tundî û girtinê r, aştiya civakî li navçeyên Kurdan dixe bin metirsiyê";. + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike û di heman demê de alîgirên rejîma Sûriyê wê xwepêşandanekê li nav bajêr ji bo piştgirîkirina serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed li dar bixin. + +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e îro wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Fehid Casim el-Firêc di rêya balafirgeha navdewletî ya Qamişlo re serdana bajêr bike û ligel berpirên îdarî, leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê li parêzgeha Hesekê bicive. + +Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku ji îro sibehê de liv û tevgera hêzên ewlekariya rejîmê li nav Qamişlo zêde bûye, bi taybet li çargoşeya ewlekariyê ya ku piraniya avahiyên hêzên ewlekariyê û Partiya Baes tê de ne. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku berpirsên îdarî li Qamişlo îro sibehê ji fermanberên hikûmetê xwestin ku vegerin malên xwe û saet 10ê sibehê tevlî xwepêşandanekê bibin li ber avahiya navenda kultûrî ya Qamişlo ji bo piştgirîkirina Beşar Esed. + +Her li gor zaniyarên ku peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo dane, hêzên ewlekariya rejîmê graca Siyahî ya nêzîkî çargoşeya ewlekariyê vala kiriye wek amadekariyekê ji bo serdana wezîrê bergiriyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku yek ji xalên civîna îro ya parlamentoyê ewe ku serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bên binavkirin. + +Sekreterê parlamentoyê Fexredîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku îro saet 11ê berî nîvro wê civîna parlamentoyê destpêbike. + +Qadir diyar kir ku di civîna îro de wê bendên 38 û 39 ên peyrewa navxwe ya parlamentoyê bêne gotûbêjkirin, herwiha binavakirina serokwezîr û cîgirê wî jî di karnameya civîna îro de ye. + +Qadir got ku yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê duh hat serastkirin û ji bo serokê Herêma Kurdistanê hat şandin û her dema îmze bike dê serokwezîr û cîgirê wî bêne binavakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê îro li bajarê Hewlêrê bicivin. + +Endamê polîtbîroya YNKê hakim Qadir Hemecan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna di navbera PDK û YNKê de îro saet 11ê berî nîvro destpêdike. + +YNKê biryar daye tevlî kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe, lê bi wan postan ne raziye ku PDKê jê re veqetandine û civîna îro jî ji bo gotûbêjkirina vê mijarê ye. + +ل دور ئهنجامێن تا نها هاتینه راگههاندن ب رێژهیهكا بهرچاف گورانكارى لسهر دهنگیێن پرانیا لایهنێن سیاسێن دهۆكێ دا هاینهكرن، هێشتا بهشهك زور دهنگدهران لدور سوز ڤیانى بو كهسایهتیان دهنگى ددهن. +ریبهر كوردو قوتابى زانكویى: هند كاندیدا شیاین ههست و زوزا كاندیدا بو خوه راكێشن. +گهلهك وهلاتیان لسهر خاترا كهسایهتیهكى دناڤا لیستى دا دهنگێ خوه دایه وێ لیستى. +دلوڤان عهتهم: گهلهك وهلاتیا یهكهم جار دهنگێ خوه دایه كاندیدى باشى دایه وى لایهنى. +یهكگرتو ئهو لایهنى ب رێژهیهكا بهرچاف ئهف جاره دهنگێن خوه ل بادینان زێدهكرین، 60% خهلكێ دهۆك دنگێن خوه داینه كاندیدان بهرى لایهنى وى. +سهباح بابیرى بهرپرسێ مهلبهندێ سێ یهكگرتوو ل بههدینان: 60% خهلكێ دهوك ئهف جاره لسهر دهنگێ خوه دایه كاندیدى بهرى كو بدهته وى لایهنى. +پارتى ئهو لایهنه كو ئهنجامێن ئهوان ل بادینان ئیناین ل دیف حهزا وان نهبوینه دیاركرن، دهنگدان بو لایهنى زێدهتر بوهیه ژ دهنگدان بو كاندیدێ ناف لیستى. +خالد ئهحمهد كارگێرێ لقى یهكى پارتى : رێژا ههره زور دهنگێن خوه داینه لایهنى نهك كاندیدى وى لایهنى، وهك پارتى راسته كهم و كورى دلیستا مهدا ههبون، چونكه یا ب زهحمهته لیستهك بهێته دروسكرن یا بێ كهم و كورى بیت. +چهند كاندیدهكێن دهۆكێ زمارهكا باشا دهنگان بو لیستێن خوه ئیناینه، بهلێ بهراورد دگهل ههولێر و سلێمانى چ كاندیدان نهشاینه دهنگێن زور بینن و كهسێ نهگههاندینه 55 هزار دهنگان. +ستاند ئاب + + +ئینترۆ : دهرباری كۆچكرنا كوردێن ئێزیدی ژ شنگال موسلمان وكریستیانێن وێ دهڤهرێ ژی هاتنه دهنگ ودیاردكهن كو ههولێن گروپێن چهكداری بۆ ههلوهشاندنا پێكڤهژیانێ یهك رێزیا وان خورتر دكه +پێكهاتێن ئۆلی ل شنگال ڤێجاری بێ دهنگ نهبوون دهربارهی كۆچكرنهكا ب كۆم یا كوردێن ئێزیدی د ههفتیا بۆری داك ه تێرا دهربازبووین پشتی كوشتنا شهش گهنجان ژ ئالیێ چهند چهكدارێن نه ناسڤه +موسلمان وكرستیانێن شنگال خهمباریوێ كۆجبهریێ وكوشتنا ئهوان گهنجابوون كه خورتكرنا یهك رێزیا خوه د ئهوان ههولێن چهكداران داد بینن +حسێن حهمزه : وهلاتیهكی موسلمان ژ شنگال " ههموو ژ ههژاری چووبوون رهبیعا وژبهرێ دا ئهف جهێ شنگالیا یه وئهف خهبهر گهلهك ناخۆش بوو" . +سهعهد بترس : كریستیان " ئهو پهیامهكا ناخۆش بوو وئهم كرستیان وموسلمان وئێزیدی ئێك قهومین وچ وداهی دناڤبهرا مه نینه " . +یونس بهبهواتی چالاكڤان " ئهو ههولێن گروپێن چهكدار ههر جارهكا روودانهك پهداكرن پهیاما برایینیێ دناڤبهرا مهده خورت دكه " . +ئیمام ووهتارخوینهكی شنگال دیاردكه كه ب ههر رهنگهكی ئهو قهبوول ناكهن چ پێكهاتێن ئاینی ل دهڤهرا وان بهێنه ئارمانجكرن +ئهحمهد موحهمهد عهلی ئیمام ووهتارخوینێ مزگهفتا ئهلسهرای " ئهم ئیمامێن دهڤهرا شنگال ئارمانجكرنا ئێزیدیان شهرمهزاردكن ل ڤێ دهمێ دا و تهعدایهكا زۆر ب وێ چهندێ ل ئابوریا دهڤهرێ بوو وب ههر شێوهیهكی ئهم قهبولناكهن نه موسلمان نه كریستیان نه جهو ونه ئێزیدی ل دهڤهرا مهدا بهێنه ئارمانجكرن " . +پێكهاتێن ئۆلی ل شنگال كه ناڤدارن ب ئاشیتی وپێكڤهگرێدانه كا خورت ههولێن ئهوان گروپێن چهكداری ب تێكدانا یهك رێزیا مللهتێن ئاشتی خواز ل ناڤ دبن وب پرۆژهیهكی ژناڤچویی ددنه ناسكرن + + +سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ مەسعود بارزانی راگەهاند، ئەگەرا بەشداری نەکرنا کوردان د حکومەتا بێ یا ئیراقێ دە هەیە. +د هەڤپەیڤینەکە ب ئاژانسا رویتەرز رە، بارزانی دیارکریە کو مالکی ب تاکرەوەی حوکمێ ئیراقێ کر و گۆت، گەر ب هەمان ئاوایێ پێشین رەوشا ئیراقێ بەردەوام بکە وێ ریفراندومێ لداربخەن و گەلێ کوردستانێ هەر بریارەکە بدە وێ پێبەند بن. +سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ هەروها گۆت، کەسێ کو بریارا بڕینا بودجەیا کوردستانێ دایە، وێ باجا وێ بریارێ ژی بدە. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh srokê Amerîka Barack Obama lige serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmen Cerba li Washingtonê civiya. + +Li gorî çavkaniyên agahdarî civînê, serokê Amerîka tekez kiriye ku ti rewatiya serokê Sûriyê Beşar Esed tine ye û wê cihê wî jî di siberoja Sûriyê de tine be. + +Li gorî heman çavkaniyan, Obama pêşweaziya helwesta hevpeymaniyê derbarê diyalogê de kiriye û ji opozîsyona Sûriyê xwes ku nêrîna xwe derbarê desteya întîqalî de ku hemû aliyên sûrî li nav xwe bigre, pêşbixe. + +Çavkaniyeke beşdarî civînê ji medyayê re aşkere kir ku Obama tekezî li ser du xalên sereke sekiniye ku ew jî yekgirtina opozîsyonê û rêkxistina têkiliyên di navbera aliyên wê yên siyasî û leşkerî de ne. + +Li gorî çavkaniyên şanda hevpeymaniyê, armanca sereke ya serdana şanda wan ewe ku opozîsyon alîkariya leşkerî û siyasî û bi taybetî çekên pêşketî yên li dijî balafiran werbigre. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar bû îro çarşemê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê li hev bicivin, lê civîna wan hat hilewşandin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê ku biryar bû her du alî tê de li hev bicivin, ragihand ku li ser daxwaza YNKê civîn hat hilweşandin û dibe ku YNKê li nav xwe li hev nekiribin. + +Endamê polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevaniyê de bal kişand ku heta niha YNKê li ser namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hev nekirine. + +Mihemed diyar kir ku YNKê endamê polîtbîroya xwe Îmad Ehmed şandiye û daxwaza lêborînê kiriye. + +Mihemed ew zaniyarî red kirin ku dibêjin PDKê pêşniyar kiriye ku dezgeha asayişê bibe wezaret. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Bi sedan alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyek ji bo piştgirîkirina Esed li dar xistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çalakiya alîgirên Esed saet 10ê sibehê bi amadebûna parêzgarê Hesekê û fermandarê hêzên polîsê parêzgeha Hesekê destpêkir û heta saet 4ê êvarê berdewam dike. + +Di çalakiyê de ku li ber navenda kultûrê li nav çargoşeya ewlekariyê ya Qamişlo birêveçû, Erebên eşîrtetên Tey, el-Mislit, Begare û Bûmihyeş beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Esed dikin hatin avêtin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku di çalakiyê de çadir hatin vedan û li ser hisabê şêxê eşîreta Tey, Mihemed el-Faris ku wek fermandarê çekdarên alîgirên rejîmê li Qamişlo tê naskirin, xwarin ji xelkê re hat amadekirin. + +Li derdora cihê çalakiyê, hêzên ewlekariya rejîmê bi awayekî berbiçav belav bûbûn û her kesê ku tevlî çalakiyê dibû dihat teftîşkirin. + +Roja yekşemê ya borî jî alîgirên Esed xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li heman navçeyê li dar xistibûn. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Teqîna ku roja 9ê nîsanê li nav maleke li bajarokê Tirbespiyê çêbû, gelek guman li pey xwe hiştin û heta niha çîrokên cuda li ser wê bûyerê tên vegotin. + +Xaniyê ku teqîn tê de çêbûye yê yek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ye ku bi xwe li Almanya dijî û bi kirê daye kurdekî xelkê gundê Girê Pirê bi navê Beşîr Ebdilmecîd Sebirî. + +Di encama teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da û yekî din bi navê Casim Hec Saîd birîndar bû, lê Beşîr wê demê ne li mal bû û ew niha li Tirbespiyê li cem hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, girtiye. + +Serokê desteya navxwe yê kantona Cizîrê Kenaan Berekat derbarê bûyerê de ragihand ku ";Beşîr di lêkolînan de îtîraf kiriye ku wî bi fermana partiya xwe PDK-Sê dixwest ligel Remezan mizgeftekê li taxa Ereban li Tirbespiyê biteqînin û bombe ji bo vê yekê hazir dikirin";. Lê belê PDK-Sê û malbata Beşîr û Remezan ev yek bi tundî red kirin. + +Birayekî Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";Remezan û Casim her du jî endamên PYDê ne û di komîteya parastina şûnwar û asaran a Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ne, lê ew nizanin bê ew çawa gihiştine mala ku teqîn tê de çêbûye";. + +Birayê Remezan aşkere kir ku ";hêzên asayişa PYDê îro xeber dane malbatê ku cenazeyê Remezan li bakurê Tirbespiyê li ser rêya gundê Şilûmiyê di nav komek keviran de ye û dema malbat çû wî cihî dîtin ku cenazeyê kurê wan perçe perçe ye û di bin keviran de hatiye veşartin";. + +Ev yekemîn bûyere bi vî awayî li bajarokê Tirbespiyê û li Rojavayê Kurdistanê bi giştî çê dibe, ji ber ku teqîn di nav mala endamekî PDK-Sê de çêbûye dema ku ew ne li male û yê li male hatiye kuştin û yê birîndar jî PYDê ne. +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Gorran daxwaz ji rêveberiya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê kir ku hemû alî beşdariya proseya siyasî li Rojava bikin. + +Îro, 14.05.2014, şandeke Kantona Cizîrê ku ji serokê desteya karûbarên derve Salih Gedo, berpirsên têkiliyên siyasî yên Tevgera Civaka Demokratîk Ebdilkerîm Omer serdana navenda serekî ya Tevgera Gorranê li bajarê Silêmaniyê kirin û derbarê rewşa niha ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. + +Berpirsê têkiliyên siyasî yên Tevgera Gorran Mihemed Hacî derbarê civînê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de şanda kantona Cizîrê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê û Gorran kirin û hêvî xwest têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji niha baştir bibe. + +Mihemed Hacî herwiha got ku şandeyê daxwaz kirin ku hemû aliyên beşdar di hikûmet nû de ku hewl bidin têkiliyên di navbera hikûmeta Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de baştir bikin û mamele ligel wan bê kirin. Hacî diyar kir ku ew wek Gorran dê beşek bin ji hikûmetê û dê ji bo vê pirsê hewl bidin. + +Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê îtîrafê bi rêveberiya xweseriya demokrat a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin, nake. + +Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di destpêka danûstandinên avakirina rêveberiya xweseriya demokrat de beşdar bû, lê wê pişt re ragihand ku ";PYDê bi tena xwe rêveberî avakiriye û ti têkiliya wan wek ENKSê bi wê rêveberiyê û biryarên wê ve tine ye";. + +Mihemed Hacî derbararê vê yekê de got ku ";Gorran ligel firehî, demokratî û desthilatdariya medenî de ye û ev çend care ji wan xwestine ku yekhelwesta xwe biparêzin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin û herwiha hemû alî tevlî rêveberiya kantonên Rojavayê Kurdistanê bibin. + +Mihemed herwiha got ";bi vê yekê dê bibe sedema yekhelwestî û yekdestî û bihêzbûna wan";. + +Berpirsê têkiliyên siyasî yên Tevgera Gorran herwiha aşkere kir ku şanda kantona Cizîrê bi fermî daxwaz ji Gorran kir ku nûneratiya xwe li Rojavayê Kurdistanê vekin û got ";Me ji wan re got ku emê vê pirsê gotûbêj bikin û em jî dixwazin him li Bakur û him li Rojavayê Kurdistanê nûneratiya xwe vekin";. + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê ";ji ber bergiriyên pêwîst li Somayê nehatine girtin"; di bin serpereştiya Egîtîm-Senê de xwepêşandaneke pirotestoyî li dar xistin. + +Xwepêşanderan daxuyandin ku ";Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e."; + +Piştî daxuyaniyê komek ji xwepêşanderan qasî pênc xulekan riya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatûçoya wesayîtan re daxistin. + +Îro, xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê di bin pêşengtiya Sendîkaya Mamostayan Egîtîm-Senê de bi armanca pirotestokirina karesata ku li kanzayeke komirê ya li navçeya Somayê ya ser bi bajarê Manîsayê pêk hat û tê de bi sedan karkerî canê xwe ji dest dan, li hewşa zanîngehê xwepêşandanekê li dar xistin. + +Xwepêşandana ku li ber Koleja Endezyariyê bi pankarta 'Yên ku ji bo kulmek komirê, temenekê dikin qurban' ta li ber avahiya rektoriyê berdewam kir. Li vir li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngeha Tûnceliyê Mehmet Aşkin ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyand. + +Aşkin, di destpêka daxuyaniyê de qala encamên bûyera li Somayê kir û got ku di encama karesata li kanzaya komirê/rijiyê qewimî de li gorî encamên heyî zêdetirî 200 karkerî jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 100 karker jî birîndar in. Aşkin, wiha pê de çû: "Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e. + +Ji malbatên kesên ku di vê bûyera dilêş de canê xwe ji dest dane re em serxweşiyê dixwazin û ji birîndaran re jî xweşiyê dixwazin. Ji ber karesata ku duh rû da, bi sedan birayên me yên karker niha di bin kavilê kanzaya komirê de ne. Em nikarin vê tiştên qewimîne wekî qezayeke jirêzê ya kanzayî bibînin." + +Aşkin, bertek nîşanî daxuyaniyên fermî yên ku dibêjin, 'Hê 2 meh berê li wê kanzayê çavdêriyên pêwîst hatine kirin' da û got ku ew venihêrtina çawa û ji aliyê kê ve pê hatiye. Di daxuyaniyê hat gotin ku sedemên bingehîn ên bûyerên bi vî rengî, kerta taybet û polîtîkayên hikûmet û dewletê yên di vî warî de ne. Aşkin, derbirî ku Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar li ser kaxizê maye û neketiy meriyetê. Aşkin, di vî warî de wiha pê de çû: "Di 29ê Nîsanê de hersê partiyên opozîsyonê ji bo lêkolandina kanzayên li Somayê, pirsnameya hevpar pêşkêşî parlamentoyê kirine. Lê belê ev pirsnameya ji aliyê AKPê ve hatiye redkirin." + +Herwiha Aşkin, anî zimên ku çavkaniya tengaviyê girîngînedana nirx û pîvanên zanist, ked û demokrasiyê ye. Piştî daxuyaniyê xwepêşanderan pênc xulekan li ber rektoriyê çalakiyê rûniştinê pek anîn. Piştre beşekê ji xwepêşanderan ji bo balkişandina ser bûyeran qasî pênc xulekan jî rêya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatoçoyê re girt. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nameyekê de hevxemiya gelê Kurdistanê gihande Serokwezîrê Tikriyê Receb Teyib Erdogan derbarê bûyera komirgeha navçeya Somaya ser bi bajarê Manîsayê li Tirkiyê de ku di encam de heta niha 205 kes mirin û ew bûyer bi bûyereke dilêş da zanîn. + +Nameya Barzanî ku arasteyî Serokwezîrê Tikriyê Receb Teyib Erdogan hatiye kirin, li ser malpera serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye weşandin û tê de hatiye: ";Bi bihîstine nûçeya karesata dilêş ya agirgirtina komirgeha li bajarê Manîsayê em gelek xembar bûn, ku bi sedema wê hejmarek mezin ji karekeran jiyana xwe jidest dan û hejmareke din birîndar û winda ne."; + +Herwiha Barzanî di nameya xwe de serexoşî li Erdogan û gelê Tikriyê kir û got: ";Serexoşiya xwe û gelê Kurdistanê bo we yê birêz û gelê Tikriyê û malbatên qurbaniyên wê bûyera dilêî radighînim."; + +Di dawiya nameya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê ";Hêviya dîtina kesên winda û başbûna birîndarên vê karesatê"; xwest. + +Li komirgeha navçeya Somaya ser bi bajarê Manîsayê li Tirkiyê di encama teqînekê de heta niha 205 karker jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 80 kes birîndar bûn. + +Tê pêşbînkirin ku nêzîkî 400 kes jî hîn di nav şikeft û tonelên wê komirgehê de asê mabin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye,li bajarokê Girkê Legê avêt li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) û armeya ku navû logoya wê li ser anî xwar. + +Çavkaniyên taybet yên Rûdawê tekez kirin ku, di dema daxistina armeya PDK-S, nerazîbûn û diltengî li cem endam û aligirên partiya navbûrî de çêbû, lê berpirsên PDK-S heval û alîgirên xwe rawestandin û nehiştin ku bûyer mezin bibe. + +Herwiha çalakvanan ji Rûdawê re gotin ku dema wan ji asayişê li ser sedema vî karî pirsîn, asayişê li wan vegerand ku ev biryar ji asayişa giştî li bajarê Amûdê derketiyê ji ber ku PDK-S bê molet kar dike. + +Ev bû demek ku rêxistinên ser bi PYD ve guvaşeke tund xistine li ser alîgirên PDK-S de. + +Di van her 3 rojên borî de, 3 endamên serkirdatiya wê binçavkirine û ji roja Înê ya borî ve, 09.05.2014, Sekreterê PDK-S, Siûd Mela li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye û asayişa PYD a li ser xala sînorî ya Dirbêsiyê nahêle ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û vegere mala xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Mistefa Oso ragihand ku endamê polîtbîroya wan Beşar Emîn ji aliyê asayişa girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hat girtin. + +Mistefa Oso li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";Beşar Emîn nîvê şeva borî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke asayişa PYDê ve hat girtin";. + +Oso girtina Beşar Emîn wek ";binpêkirineke din ku ji aliyê hêzên PYDê ve li dijî endam û dostên PDK-Sê tê kirin"; da zanîn. + +Piştî teqîna ku roja 9ê gulanê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û rêveberiya kantona Cizîrê ";PDK-Sê bi encamdana wê teqînê tometbar kir";, çend serkirdeyên wê partiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hatin girtin. + +Polîtbîroya PDK-Sê tevî redkirina wan tometan de, derbarê girtina serkirde û endamên xwe de hişyarî da û got ku ";PYDê di rêya van karan re yekîtiya Kurdan perçe dike û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê de";. + +Heta niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê derbarê girtina Beşar Emîn û serkirdeyên din ên PDK-Sê de ti daxuyanî nedane. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Piştî xwepêşandana ku nîvroyê li hewşa zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê li dar ket, ji bo karesata ku li navçeya Somaya bajarê Manîsayê di kanzayeke komirê de rû da û tê de bi sedan karker jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne, li navenda bajêr jî xwepêşandanek ji aliyê Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsîmê ve hat lidarxistin. + +Di xwepêşandana ku duh danê êvarê li navenda bajarê Dêrsîmê bi pankarta 'Dawî li kerta taybet û taşeronbûyînê bîne, ne çarenivîs e kuştina pîşeyî ye' bi rê ve çû de digel hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl, Alîkarê hevşaredaran Huseyîn Tûnç, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi hezaran niştecihên bajêr beşdar bûn. + +Xwepêşana ku li Kolana Hunerê destpêkir li Meydana Seyîd Riza bi dawî bû. Li vir nûnerên sendîkayan û nûnerên partiyên siyasî têkildarê karesata kanzayî daxuyanî dan. + +Xwepêşanderan gelek caran dirûşmeya 'Ev ne qeza ye, ev mirovkujî ye' berz kirin. + +Li meydanê destpêkê Nûnerê Genel-Îş a ser bi DÎSKê yê Dêrsîmê Hasan Çîçek axivî û daxuyand ku bûyera li Manîsayê ";afateke sirûştî nîn e";. + +Çîçek wiha domand: ";Hinek ji vê bûyerê re dibêjin qeza, lê ev ne qeza ye. Ev komkujiyek e ku hatina wê ji berê ve diyar bû. Kiryarên vê komkujiyê, pêkhênerên kerta taybet û taşeroniyê ne. Rêveberiya van qadên ku bi salan ji aliyê rêveberiya mîrî ve pêk hat, piştî ketin destê kerta taybet, rêjeya bûyer û rûdanên kar gihêşt asteke metirsîdar. Di navbera salên 2002 û 2011an de di kanzayên komirê de rêjeya bûyerên kar ji sedî 40 zêde bû. Sedemê vê yekê kerta/sektora taybet e." Herçend Çîçek sedemê zêdebûna rêjeya bûyerên kar di rêza yekem de 'kerta taybet' destnîşan bike jî heta hikûmetê çendîn sedem û hokarên din jî da dûhev";. + +Di çalakiyê de Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsîmê Mûstafa Taşkale, Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Dêrsîmê Alî Ekber Kaya û Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê bûyera Somayê daxuyanî dan. + +Dogrû got ku dîsa xwîn ji dilê wan diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Di rastiya xwe de êdî ev erdnîgariya nasê xwînê ye. Lê em dibêjin êdî bes e. Di kanzayan de em dimirin, li çiyan em dimirin, di îşkencexaneyan de em dimirin. Ji van sermayedaran re em dibêjin, êdî bes e";. + +Herwiha Dogrû got ku divê ji wezîrê kar û xebatan, wezîrê enerjiyê heta serokwezîr hemû îstîfa bikin û dest ji erkên xwe bikişînin. + +Piştî daxuyaniyan, girse hêminane belav bû. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Mihemed Îsmaîl ragihand ku ";hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hevalê wan Beşar Emîn li bajarê Hesekê girt û ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin";. + +Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";endamê polîtbîroya PDK-Sê Beşar Emîn duh nîvê şevê ji nav mala xwe li bajarê Hesekê ji aliyê hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hat girtin";. + +Îsmaîl aşkere kir ku ";Beşar Emîn îro serê sibehê zû ji aliyê wê hêza çekdarî ve di rêya Sihêla re bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin";. + +Îsmaîl got ku ";Beşar Emîn bi cilê xewê û pêxwas û bê pêlav ji aliyê wan çekdaran ve bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin";. + +Mihemed Îsmaîl herwiha got ku ";girtina Beşar Emîn di çarçoveya kampaniyên girtina serkirde û endamên PDK-Sê de ji aliyê asayişa PYDê ve tê";. + +Serkreterê polîtbîroya PDK-Sê tevî şermezarkirina wî karî, tekîd kir ku ";ev yek bi ti awayekî nakeve xizmeta yekîtiya Kurdan de";. + +Piştî teqîna ku roja 9ê gulanê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û rêveberiya kantona Cizîrê ";PDK-Sê bi encamdana wê teqînê tometbar kir";, çend serkirdeyên wê partiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hatin girtin. + +Polîtbîroya PDK-Sê tevî redkirina wan tometan de, derbarê girtina serkirde û endamên xwe de hişyarî da û got ku ";PYDê di rêya van karan re yekîtiya Kurdan perçe dike û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê de";. + +Heta niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê derbarê girtina Beşar Emîn û serkirdeyên din ên PDK-Sê de ti daxuyanî nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê hêzeke asayişa ku bi ser PYDê vet ê naskirin, avête ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê û arma ku nav û durşme wê partiyê li pêşiya ofîsê hatiye daleqandin hilkirin û ligel xwe birin. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";îro dora saet 8ê sibehê, grûpeke asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Çilaxa û arma ofîsê hilkirin û birin";. + +Îsmaîl da zanîn ku ";dema asayişê êrîşî ofîsê kir, bi tenê nobedarê ofîsê li wir amade bû, lê ew nehatiye girtin";. + +Duh çarşemê jê bi heman şêweyî, asayişa avêtibû ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Girkêlegê û arma ofîsê hilkiribûn û ligel xwe biribûn. + +Mihemed Îsmaîl diyar kir ku wan ji endam û dostên xwe xwestiye ku ti pirsgirêkan dernexin û aramiya rewşa li navçeyê biparêzin. + +Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê hilkirina armên her du ofîsên PDK-Sê li Çilaxa û Girkêlegê nedaye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro pêncşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê li hev bicivin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna Barzanî û Mistefa wê saet 12ê nîvro destpêbike û wê tê de pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gotûbêj bikin. + +Şanda Tevgera Gorran ku bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye, ji Omer Seyid Elî û Heme Tewfîq Rehîm pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê nameyek ji serokê Parlamentoya Tirkiyê re şand û tê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera kaniya komira Romayê li Stenbolê kir. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed îro pêncşemê nameyeke sersaxiyê ji serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek re şand. + +Di nameyê de Mihemed got ku ";ew bi navê xwe û desteya serokatiyê û hemû parlamenterên Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê sersaxiyê li gelê Tirkiyê û malbatên qurbaniyên wê bûyerê dikin";. + +Di teqîna ku li kaniya Soma li bajarê Manîsayê de pêk hat, heta îro sibehê 282 karkeran jiyana xwe ji dest dan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka heftiya bê de serdana Berîtanya bike. + +Serdana serokwezîr Barzanî li ser vexwendina wezîrê derve yê Berîtanya Wiliam Hague. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe de ku wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî jî hevaltiya wî dike, wê ligel wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yên Berîtanya bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê, ji ber sivkatiya ku derheqê serokê lîsteya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê Heval Ebûbekir kiribû, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ceza kir. + +YNKê di dema kampaniyên hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de serokê lîsteya Gorran li Silêmaniyê bi wê yekê tometbar kir ku ";baesiye"; û li ser tabloyan ku li cadeyên Silêmaniyê hatibûn danîn ev yek nivîsandibû. + +Komîsyona hilbijartinan di biryara xwe de ku kopiyek jê gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, dibêje ";li ser doza Gorranê, komîsyonê ew tabloyên ku li cadeyên Silêmaniyê hatine danîn şopandin û derket ku ew li dijî rênimayên komîsyonê ne";. + +Di biryarê de hatiyed gotin ku komîsyonê bi qasî 5 milyon dînarê iraqî YNKê ceza kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda çapemenî û ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, ragihand ku di roja 13ê gulanê saet 8ê sibê de li nêzî Girê Meskanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de pevçûn derket. + +HPGê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ";di wê pevçûnê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû";. Hat ragihandin ku gerîlayekî HPGê jî birîndar bûye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";roja 12ê gulanê jî li çiyayên Amedê nêzîkî Pasûrê helîkopterekî ji curê Skorsky yên girêdayî Artêşa Tirkiyê dema ku li ser herêmên Gerîla de bi armanca hişyariyê gule lê hat berdan û ew helîkoptera derbe xwar û neçar ma ku li navçeya Koçakoya girêdayî Amedê dakeve xwar";. + +Li aliyekî din jî li gor medya Tirkiyê hat ragihandin ku komek ji gerîlayên PKKê li Şirnexê ";9 karkerên di çêkirina înşaeta herêma baregeha leşkerî de dixebitîn revandine";. + +Medyaya nêzîkî PKKê jî ev bûyer di malperên xwe de weşandine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê de her du aliyan tekîd kir ku ewê bi yek dengî biçin Bexdayê. + +Îro saet 12ê nîvro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê civiyan. + +Mijara serekî ya civînê, avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya nû li Iraqê bû. + +Di civînê de, Barzanî û Newşîrwan Mistefa tekîd li ser wê yekê kirin ku ewê bi yek dengî biçin Bexdayê û gotûbêjê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin. +Di vê serdanê de her yek ji Omer Seyid Elî û Heme Tewfîq Rehîm hevaltiya Newşîrwan Mistefa kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevsreoka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut ragihand ku eger ku tê xwestin pirsgirêka Kurd di zemîna demokratîk de bê çareserkirin divê gavên qanûnî bên avêtin û mafê perwerdehiya zimanê kurdî di destûra bingehîna Tirkiyê de bê çareserkirin. + +Zumrut derbarê roja 15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî de daxuyanî da rojnamevanan û got ku ";ewê bi vê meşa ku îro BDP û komeleyên zimanê kurdî li Amedê li dar dixin, daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî bi awayekî fermî di nav saziyên dewletê de bikin";. + +Zubeyde Zumrut diyar kir ku ";pirsgirêka zimanê kurdî tenê bi dersên hilbijarte û dibistanên taybet de çareser nabe, divê di zemîna qanûnî de pêngav bên avêtin";. + +Roja 15ê gulanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê gelek saziyên Kurd ve hatiye pejirandin, ew jî roja ku mîr Celadet Elî Bedirxan di 15ê gulana 1932yan de dest bi weşana Kovara Hawarê kiriye ku ew yekem kovara ku weşan bi tîpê latînî yên kurdî kiriye. + +Amed (Rûdaw) – Di serî de li Amedê, li bajarên Mêrdîn, Dîlok, Dêrsimê bi hezaran kurdên Bakurê Kurdistanê daketin qadan û xwestin hesabê mirina bi sedan karkerên madena komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê ji hikûmetê bê pirsîn. Kurdistaniyan diyar kir mirina van karkeran ne qeza ye, berevajî wê tevkujî ye. + +Bi hezaran Amedî ji bo şermezarkirina bê baldarî, bê ewlehî û bê tedbîriya berpirsyaran a li hemberî karkerên madenê ku li Somaya Manîsayê jiyana xwe ji dest dan, daketin kuçe û kolanan. Girseya qelebalix bi riya sendîkayên girêdayî KESK’ê li ber Plazaya AZC’ê ya Amedê civiyan. Girseyê li vir bi dirûşmên ";Ji Roboskiyê heta Somayê hesabê bipirsin";, ";Amed ranezê xwedî li berxwedanê derkeve";, ";Her der Soma her der berxwedan"; berz kirin. Gelek kesên tevli çalakiyên bûn kaskeyên karkerên madenê ber kirin û rûyê xwe bi teniya komirê reş kirin. Bi sedan xwendekarên lîseyê jî ji ber dibistanên xwe heta cihê çalakiyê meşiyan û piştgiriya xwe ya ji bo malbatên karkerên madenê nîşan dan. + +Banga îstifayê li rayedarên hikûmetê kirin +Çalakgeran li ber Plazaya AZC’ê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre ber bi SGK’ê (Saziya Ewlehiya Civakî) ve meşiyan. Li vê derê ji bo giyana karkerên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Berpirsyarên sendîkayan û komeleyên mafên mirovan ku li vê derê axaftin kirin, destnîşan kirin ev karker ji ber bêtedbîriya sermayedaran û hikûmeta AK Partiyê hatine kuştin û navê vê yekê tevkujî ye. Nûnerên li ser navê girseyê axivîn, banga îstifayê li rayedarên hikûmetê kirin. Li navçeya Erxenê ya Amedê jî çalakiyek şermezarkirinê hate lidarxistin. +Di navberê de li Mêrdîn, Dêrsim û Dîlokê jî sendîkavan û endamên BDP û partiyên çepgir bi daxuyaniyên çapemeniyê bûyer şermezar kirin. + +Rojek dest ji kar kişandin +Di serî de endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm Senê, bi hezaran endamên sendîkayan ku di sazî û dezgehên dewletê de karmendî dikin ji bo şermezarkirina hikûmetê û berpirsyarên şîrketên madenê îro dest ji kar kişandin û neçûn ser karê xwe. Xwendekaran jî dibistan boykot kirin. + +BDP’ê giştîname belav kir +Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê jî ji hemû rêxistinên xwe yên bajaran re giştînameyek şand û heftiyek şîn îlan kir. Di giştînameyê de ji rêveberên BDP’ê hate xwestin hemû şahî û çalakiyên konser û muzîkê vê heftiyê bêne betalkirin û ji bo piştgiriya karkerên Somayê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. + +Hejmara miriyan deqe bi deqe zêde dibe +Bi sedan karkerên madenê ji ber teqîna trafoyê û hilweşînê di tûnela madenê de asê man û ji ber bê oksîjeniyê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest didin, deqe bi deqe zêde dibe. Li gorî agahiyên ku sendîka parve dikin hejmara miriyan dê heta 350 kesî derkeve. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di nav karkerên mirî yên ku di encama teqîna kana komirê li navçeya Somayê ya Manîsayê yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane, 2 kurd jî hene ku yek xelkê Colemêrgê û yê din jî xelkê Batmanê ye. +Li gorî agahiyên dawî, heta niha di bûyera teqîna kana komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê de 282 karker mirine û bi dehan karker jî hê asê mane lê tê gotin êdî hêviya ku ew karker zindî bimînin, her ku diçe kêm dibe. +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, di nav karkerên mirî de 2 kurd jî hene ku yek jê xelkê bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ye û navê wî Ehrullah Armût e ku 8 sal bû li kana komirê ya Somayê de kar dikir. +Emrullah Armût, temenê wî 35 sal û bavê du zarokan bû û ji ber karê xwe mala xwe biribû Somayê. +Hat zanîn, cinazê Emrullah îro danê êvarê li bajarê Colemêrgê hat definkirin. + +Li gorî agahiyan, jibilî Emrullah Armût, kurdekî xelkê bajarê Batmanê jî di nav miriyên Somayê de heye lê heta niha ti agahî li ser wî bidest neketine. + +Emrullah û hevjîna xwe + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Beşar Emîn behsa awayê binçavkirin û nefîkirina xwe ji Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku kesên ew revandin jê re gotin ";Hûn xayîn in û we xwe firotiye, herin cem hevalên xwe"; li Başûrê Kurdistanê. +Îro, 15.05.2014, sekreterê polîtbîroya PDK-S, Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hevalê wan Beşar Emîn li bajarê Hesekê girt û ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin."; +Di bultena Rojavayê Kurdistanê de li ser ekranên Rûdaw TV, Beşar Emîn bû mêvan û behsa awayê binçavkirin û nefîkirina xwe kir. +Emîn di destpêkê de got: ";Derdora demjimêr 11ê êvarî bi dema Qamişlo, 6 çekdarên rû nixumandî li deriyê me dan, lê min ji zarokên xwe re got kes derî veneke belkî herin, lê wan çekdaran derî şikandin û bi darê zorê ez ji malê dexistim û ne hiştin ez ne cilê xwe biguherim û ne jî nansameya xwe bînim û ez bi cilê xewê binçav kirim."; +Herwiha Emîn çîroka binçavkirina xwe berdewam kir û got: ";Dema ku ez derbasî otombîlê kirim, destê min kelemçe kirin û çavên min girêdan, derdora saet û nîvekê otombîl meşiya û piştre otomobîl rawesta û ez derbasî otombîleke din kirim. Kesên ku ez binaçv kirim bi Erebî di axivîn."; +Wî endamê polîtburoya PDK-Sê axevtinên xwe berdewam kirin û wiha diyar kir: ";Piştî ez radestî otombîla duyem kirim, kesek hat û bi Kurdî axivî, ji min re got ku ew ji Tevgera Ciwanên Şoreşê ne, ku ser bi PYD ye, û got ku ew di xwazin bi rêya min nameyekê bişînin devera ku min bişînê de."; +Herwiha aşkere kir ku wî xwest bersiva wî kesî bide û pêre gotûbêj bike ";Lê wî kesî ji min re got me ti neaniye da em bi te re gotûbêj bikin, tenê em dixwazin tu nameya me bighîne."; +Beşar Emîn li ser sedema encamdana vî karê han li dijî xwe got: ";Wî kesê ku bi Kurmancî ligel min axivî got ku we (PDK-S) xwe firotiye, hûn xayîn in, here cem hevalên xwe û ez anîm li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji nû destê min ji kelemçe derxistin û çavên min vekirin, lê ew hê rû nixumandî bûn."; +Emîn got jî ku dema ku çavên wî vekirin nas kir ku ew li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û wan kesên ku ew revandin jê re gotin: ";Here cem hevalên xwe, ku ti vegere Rojava emê te bigirin."; + + + +Şingal (Rûdaw) – Di encama bûyereke tirafîkê de li devera Şingalê li Başûrê Kurdistanê 6 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. +Îşev di dawetekê de li tenşit gundê Ewbû Rasênê yê ser bi qezaya Beacê ya girêdayî bajarokê Şingalê, 5 kes ku hemû jin bûn, jiyana xwe ji dest dan. +Qaymeqamê qezaya Beacê Ehmed Yûsif, ji Rûdawê re got, di dema veguhastina bûkekê de li gundê Ebû Rasênê yê ser bi qezaya Beacê ve rûdaneka mezin ya otomobîlan rûda ku sê otomobîl li hev ketin. +Ehmed Yûsif da zanîn, di bûyerê de 5 jin mirin û 9 zilam jî birîndar bûn. +Li gor agahiyên Rûdawê termên wan jinên ku canê xwe ji dest dane digel birîndaran hatine veguhastin bo nexweşxana tengaviya û pizîşkiya dadperwerî ya parêzgeha Dihokê lê li nexweşxanê birîndarekî jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara kesên di bûyera îşev de mirin, gihîşt 6an. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku sînorekî ji kar û kiryarên hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, danin. + +ENKSê duh daxuyaniyek derbarê girtina endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn li Hesekê û derkirina wî ji Rojavayê Kurdistanê de, derxist. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";girtin û derkirina Beşar Emîn yek ji wan kiryarên neberpirsyar e ku ji aliyê asayişa PYDê ve li dijî hevalên PDK-Sê û ofîsên wê û hinek rojnamevanan hatine kirine";. + +ENKSê tevî ev kiryar bi tundî şermezar kirin, got ku ";armanc jê ewe milimaneyeke di navbera Kurdan xwe bi xwe de derkeve holê û jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi dawî were";. + +ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";ew kiryarên asayişa PYDê dike, xizmeta yekrêziya Kurdan nake û li dijî hemû buhayên mirovî, qanûnî û kultûra tevgera siyasî ya Kurd in û dikevine xizmeta berjewnediya rejîmê de";. + +Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê ku gelek caran ji EGRK û PYDê xwestiye sînorekî ji van kiryaran re dane, daxwaz kir ku ew helwesteke aşkere derbarê vê yekê de bînin ziman û nehêlin fitina ku rejîm dixwaze derxîne holê biserkeve. +Heta niha ne PYDê û ne jî EGRKê derbarê bûyera girtin û derkirina Beşar Emîn û herwiha endamên din ên PDK-Sê de ti daxuyaniyî nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya xweseriya demokratîk, dibêje ew amade ye welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin pêşwazî bike. + +Encûmena cî bicîkar ya xweseriya demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew amade ye welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku niha li Başûrê Kurdistanin pêşwazî bike. + +Daxuyaniyê zelal kir ku, piştî karmendên deryê Sêmalka ketin girevê de ji bo şermezarkirina kolana xendeqê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, deryê Sêmalka hatibû girtin, lê niha ew carek din vebûye û welatiyên ku dixwazin vegerin ewê di deryê Sêmalka re pêşwaziya wan bikin. + +Herwiha daxuyaniyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan kir ku, desteyên xwe yên peywendîdar erkdar bike daku danûstendin di navbera her du aliyan de çêbibe û rêkeftineke gunca ji bo xizmeta her du aliyan bibînin û asankariyên pêwîst ji bo welatiyan pêşkêş bikin. + +PYD û hevalbendên wê, berî niha sîstemek bi navê xweseriya demokratîk ji bo birêvebirina navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihandibûn, û Rojavayê Kurdistanê kirin 3 parçe bi navê kantonên Cezîrê, Kobanê û Efrînê, lê heta niha ne Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS) nejî ti aliyekî herêmî yan navdewletî li îdara kantonên PYD û hevalbendên wê mikur nehatine. +ev nêzî 2 meha ne ku deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêveberiya derî ve hatiye bgirtin û heta vê gavê jî ew derî nehatiye vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Gumana li ser teqîna roja 9ê gulanê ya ku li nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat û hat gotin ku tê de endamekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jiyana xwe ji dest daye, heta niha zelal nebûye. + +Mala ku teqîn tê de çêbûye, bi kirê di destê hemwelatiyekî Kurd bi navê Beşîr Mecîd Mûsa de ye û ew niha li cem asayişê girtiye. + +Di teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da ku li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ew endamê PYDê ye û yek ji endamên komîteya parastina şûnwaran a ser bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li Tirbesiyê ve bû. + +Piştî teqînê bi çend rojan , rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, got ku ";Beşîr Mecîd Mûsa di lêkolînan de li xwe mukir hatiye ku wî û Remezan xwe amade dikirin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin";. Rêveberiyê herwiha her yek ji PDK-Sê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Asansa Parastinê bi wê yekê tometbar kir ku ";ew pilanê dikin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin û rewşa herêmê têk bidin";. + +Li hember vê yekê, polîtbîroya PDK-Sê daxuyanî da û got ku ";endamên wê Beşîr di bin îşkenceyê de û bi zorê îtîraf jê hatine standin";. + +Derbarê teqîna Tirbespiyê de, duh Aajansa Parastina ya Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derxist û tê de ew tomet red kirin û ragihand ku ";teqîna li Tirbespiyê sînaryoyeke qelis a PYDê bi xwe bû";. + +Ajansa Parastinê got ku ";Remezan Mihemed Hesen ê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye, endamê asayişa PYDê bû û pirsgirêka wî ligel PYDê hebû û xelkê deverê vê yekê baş dizanin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";Di wê sînyaryoyê de him Remezan hatiye jinavbirin û tesfiyekirin û him jî hêncetek çêbû ji bo girtina Beşîr Mûsa";. Herwiha selametiya Beşîr ê ku heta niha girtiye ";xiste stûyê PYDê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên hewlagirî yên Tirkiyê li çend cihan sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û li ezman difiriyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Duhokê ragihand ku ";berî nîv saetê 2 balafirên hewalgirî yên Tirkiyê sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û li ser çiyayê Metîn difiriyan";. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ew balafir li sînorê devera Amêdiyê, Şêladizê, Kanî Masî û Dêrelûkê hatine dîtin. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê li devera Raperînê got ku ";2 balafirên tirkî sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirine û di ser binarê Qandîlê re difirin";. + +Endamê encûmena rêveberiya gundê Zargelî, Îsmaî Zargelî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro saet 11ê nîvro 2 balafirên tirkî sînorê BaşûrêKurdistanê derbas kirin û nêzîkî 10 deqeyan di ser gundên binarê Qendîlê re firiyan û pişt re çûn";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku ";wan bi çekên giran bersiva balafirên şer ên Tirkiyê daye";. + +Îro sibehê 2 balafirên Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di ser binarê Qendilî û çiyayê Gare û Metîn re firiyan. + +Nişteciyekî deverê bi navê Nijyar Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";balafirên Tirkiyê di ser çiyayê Gare û Metîn re firiyan û derdora gundên Nihêl, Nêrwe û Rêkan bombebaran kirin";. + +Derbarê vê mijarê de, HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";îro saet 10.45 deqe çend balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê di ser herêmên Qendîl, Gare, Çemço û Avaşîn re bi awayekî nizim firiyan û HPGê bi doşkayê bersiva wan da";. + +Şandeyê Rûdawê li Dêrelokê diyar kir ku wî 2 balafir li çiyayê Metîn dîtin û got ku ";balafir li sînorê devera Amêdî, Şêladizê, Kanî Masî û Dêrelokê hatin dîtin";. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê li devera Raperîn ragihand ku ";2 balafirên Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û di ser binarê Qendîlê re firiyan";. + +Kobanî (Rûdaw)- Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ";Kiryarên asayişa PYD li himber endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi tundî şermezar"; kir. +Şaxê ENKS li Kobanî derbarê bûyerên girtin û nefîkirina endamên PDK-S de ji aliyê asayişa PYD ve daxuyaniyekê belav kir û tê de hatiye: ";Kiryarên asayişa PYD ji girtin û nefîkirina endamên PDK-S û rakirina armeyên ku nav û druşma PDK-S li ser, kiryarên neberpirsiyarin û dûrî behayên mirovî, yasayî û çanda tevgera siyasî ya Kurdî ne."; +Herwiha şaxê ENKS li Kobanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev kiriyarên asayişê ";Xizmeta doza gelê Kurd nakin û ji bilî dujminên Kurdan kes sûdê jê wernagire."; +Di dawiya daxuyaniya xwe de, şaxê ENKS li Kobanî dawxaza azadiyê bo ";Girityên siyasî yên di gitîgehê PYD de"; kiriye. +Roja 09.05.2014, Sekreterê PDK-S Siûd Mele ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Bakurê Kurdistanê, da ku ji wê de bi rêya xala sînorî ya Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê asayişa li ser sînor nehiştin ku ew derbas bibe. +Ji wê demê ve û heta niha kampaniyeke girtin ji aliyê asayişa PYD li dijî serkirde û hevalên PDK-S destpêkiriye, bûyera dawî jî nefîkirian endamê polîtburoya PDK_S, Beşar Emîn bû, ku duh ew bo Başûrê Kurdistanê hatibû nefîkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ciwanekî Kurd li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. + +Li gor çalakvanên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, duh ciwanekî Kurd bi navê Cemal Ezîz Zade li çiyayên li sînorê bajarê Bane teqînek pê de teqiya û di encam de jiyana xwe ji dest da. + +Cemal ji bo komkirina giya û pincarên biharê çûbû çiya û ew mayîna ku pê de teqiya ji wan mayînan bû ku serdema şerê 8 salan ê di navbera Îran û Iraqê de li deverê hatine çandin. + +Her sal bi dehan hemwelatiyên Kurd li deverên sînorî yê di navbera Rojhilar û Başûrê Kurdistanê ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. + +Colemêrg (Rûdaw) - HPG'ê ragihand ku gerîlayê ku li çiyayê Meskan yê Colemêrgê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest daye, xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. + +Li gorî nûçeya ANFê, li Kurdistanê tengezariya ji ber çêkirina qereqol zêde dibe. + +Li çiyayê Meskan ê Colemêrgê, ji ber çêkirina qereqolê çend roj berê di navbera gerîlayên HPG û hêzên artêşa Tirk de şer derketibû. + +Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kiribû ku di şerê 13'ê Gulanê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye lê heta niha kuştina wan serbazan ji aliyê dewletê ne hatiye redkirin ne jî hatiye piştrastkirin. + +HPGê her wiha eşkere kiribû ku di şerê Meksanê de gerîlayekî wan jî birîndar bûye lê li gorî daxuyaniya îro, gerîlayê han jiyana xwe ji dest da. + +Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye: + +Nav paşnav: Mûhammed Hoşan +Nasnav: Sîdar Kobanê +Cihê ji dayikbûnê: Kobanê +Navê dê û bav: Rehber-Huseyîn + +Ev şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de di demekî de diqewimin ku ev nêzîkî sal û nîv e di navbera her de û di çarçoveya ";pêvajoya aştî û çareseriyê"; de agirbest heye û ji wê demê ve cara ewil e ku her du alî di şer de kuştiyan didin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Tirbespiyê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dike ku komîteyeka yasayî derbarê wê teqînê de lêkolînê bike ku roja 9ê Gulanê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê îro daxuyaniyek derbarê wê teqînê de belav kir ku di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de pêk hat û tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da. +Di daxuyaniyê de, şaxê ENKSê got ku ";ew kar li dijî kultûra gelê Kurd e û dê dirzeke mezin bixe civaka kurdî de";. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê herwiha daxwaz kir ku lêkolîneke adil û dadperwer ji aliyê komîteyên hiqûqî derbarê teqînê de bê kirin. +Piştî teqînê, hemwelatiyê ku ew mal bi kirê girtiye, ku di dema teqînê de ne li mala xwe bû, ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin. +Herwiha gelek kesên din li Tirbespiyê, Çilaxa û navçeyên derdora wê ji aliyê heman hêzên asayişê ve hatine girtin. +Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku hemû girtiyên ku destê wan di teqînê de tine ye bên azadkirrin û got jî ku ";girtinên bêserûber bi tenê xizmeta dijminên Kurdan dike";. + +Dêrik (Rûdaw) - Endamekî din ê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) ji Rojavayê Kurdistanê hat nefîkirin, herwiha endamekî polîtbîroyê û endamekî normal ê wê partiyê jî hatin girtin. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Mihemed Seidûn ji aliyê 2 kesên nenas ve ji mala xwe ya li gundê Besta Sûsê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hat girtin û piştî nîv saetê bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Kerîm Mîranî, derheqê vê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku 2 kesên nenas ku yek ji wan bi kurdî diaxivî, îşev saet 9.40 avêtin ser mala Mihemed Seidûn û ew revandin û piştî nîv saetê ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin. + +Mîranî herwiha got ku wan kesên nenas ji Seidûn re gortine, ";Here Kurdistana xwe li cem hevalên xwe";. + +Li gorî agahiyên Mîranî, Mihemed Seidûn li ser sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye pêşwazîkirin û dê îşev derbasî Dihokê bibe. + +Mîranî ku di heman demê de berpirsê pêwendiyên giştî yê PDK-Sê ye, eşkere kir ku endamê polîtburoya partiya wan Mihemed Elî Îbrahîm ê ku bi navê Ebû Nado tê naskirin, li Dêrikê ji aliyê hin kesên ser bi PYDê ve hatiye girtin. + +Mîranî herwiha da zanîn ku endamê PDK-Sê yê bi navê Qasim Diyab jî li Tirbespiyê hatiye girtin. + +Tê zanîn ku duh endamê polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn jî ji aliyê kesên nenas ve, ku PDK-S dibêje ser bi asayişa PYD ve bûn , bo Başûrê Kurdistanê hatibû nefîkirin. + +Enqere (Rûdaw)- Gerlayên PKKê yên li çiyayên Bakurê Kurdistanê bi çalakin, wan berî salekê li ser daxwaza rêberê PKKê Ebdullah Ocalan dest bi vekişîna kampên li çiyayê Qendîlê kiribûn. + +Her çiqas Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013an de gotibû ewê hemû hêzên çekdar vekişînin devrey sînor, lê PKKê bi hênceta ku hikûmeta Tirkiyê ti gav ber bi pêşve ne avêtine, proseya vekişînê dabû sekinandin. + +Ocalan di peyamên xwe yên ku ji Îmiraliyê tên de rewşa proseyê erênî dibîne, lê rêveberên PKKê yên li Qendîlê dibêjn ku hikûmet gavan navêje û hikûmetê rexne dikin. + +Rêveberên PKKê li Qendîlê dibêjn dibe ku carek din şer destpêbike. + +Hikûmeta Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku proseya çareseryê didome û destpêkirina şer sûd û fêde nade ti aliyekî. + +Çavdêrên ku mjarê ji nêzîkî ve dişopînin dibêjn her çend daxuyaniyên Qendîlê derbarê destpêkirina şer de bin jî, lê îhtîmaleke biçûk e ku carek din PKKê dest bi şerê çekdarî bike. + +Li gorî ragihandina PKKê, ji 8ê gulana 2013ê ku destpêka vekişîna gerîla bû û heta niha beşek zêde ji gerîlayên wan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç jî di hevpeyivîna xwe ya ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de gotibû ku rêjeya derketina gerîlayên PKKê tenê ji pêncan yek e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mîranî ragihand ku 3 serkirde û endamekî partiya wan ";ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û bo Başûrê Kurdistanê hatin nefîkirin";. + +Ebdilkerîm Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";şeva borî asayişa PYDê avêtin ser mala her du endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî Silêman û Nafih Beyro li bajarê Dêrikê û herwiha mala endamê komîteya navendî Mihemed Ebdî Saedûn li gundê Besta Sûs ê nêzîkî sînor";. + +Mîranî aşkere kir ku ";asayişa PYDê avête ser mala endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê Elî Îbrahîm jî û ew her çar bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin";. + +Derbarê helwesta partiya wan de, Mîranî tevî şermezarkirinê, got ku ewê bi hemû rêyên aştiyane li dijî van karan rawestin û tekez kir ku ev kar ";dûrî mirovatî û kurdewariyê ne û rasterast dikevine xizmeta dijminên Kurdan de";. + +Ebdilkerîm Mîranî diyar kir ku ";şeva borî li bajarokê Tirberspiyê jî çend endamên wan bi navê D. Qasim Hesen, Pîroz Ekrem û Lawîn Keleş ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e";. + +Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê got ku ";ev karên ku asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî serkirde û endamên PDK-Sê dike, di dîroka Kurd û Kurdistanê de mînakên wê tine ne";. + +Heta vê gavê asayişê û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, ti daxuyanî derbarê van bûyeran nedane. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bicive û derbarê danûstandinên ligel Bexdayê de gotûbêjan bike. + +Di civîna îro de wê amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Iraqê derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û awayê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de were gotûbêjkirin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de wê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve cîrgirê yekem ê sekreterê giştî Kosret Resûl Alî beşda bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di 26ê nîsanê de li Îmraliyê bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn, çû Qendîlê û dê bi rayedarên KCKê re geşedanên dawî binirxînin. + +Li gor medyaya nêzîkî PKKê, alîkarê hevserokê giştî yê HDPê Sirri Sureyya Onder û serokwekîlên koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken duh li deriyê sînorê Xaburê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. + +Şanda HDPê wê îro bi rayedarên KCKê re hevdîtinan pêk bînin. + +Ev yekemîn serdane ku ew şande bi navê HDPê diçe Qendîlê piştî ku parlamenterên BDPê tevlî HDPê bûn. + +Ji destpêka pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de, di hefteya borî de yekemîn care ku di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li çiyayê Meksanê pevçûn qewimî. + +Di encamê de gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest da û li dêrsîmê jî 2 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê Siûd Mela girtin û nefîkirina serkirde û endamên partiya xwe ji aliyê ";asayişa PYDê"; ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku bi her awayî be ewê her vegerin Rojavayê Kurdistanê. + +Siûd Mela ku ji roja 9ê gulanê ve li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de asê mabû û bi gotina wî ";asayişa PYDê nehişt ew vegere";, niha li Başûrê Kurdistanê ye û di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re peyamek ji berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re şand. + +Siûd Mela derbarê girtina û nefîkirina 3 serkirde û endamekî PDK-Sê de bo Başûrê Kurdistanê ku şeva borî ji Rojava hatine derkirin, ragihand ku ";ev kar bi ti awayekî xizmeta doza kurdî nake û bi tenê dikeve xizmeta rejîma Sûriyê û dijminên Kurdan de";. + +Sekreterê PDK-Sê bang li PYDê kir ku sînorekî ji van kar û kiryaran re dane û got ku ";bi van karan, PYDê wê berî her kesî bacê bide, bi nefîkirin û koçkirina xelkê, herêma Kurdî tê firotin";. + +Derbarê vegera xwe bo Rojavayê Kurdistanê de, Siûd Mela ji Rûdawê re got ku ";ew hatiye Başûrê Kurdistanê ji bo ji vir derbasî Rojava bibe"; û tekîd kir ku ";ew û hevalên xwe yên nefîkirî wê vegerin Rojava û bila bên girtin û têkevin zindanê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê destpêkir. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn Barzanî ligel serkirdeyên aliyên siyasî saet 11.30ê nîvor destpêkir. + +Di civîna îro de wê amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Iraqê derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û awayê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de were gotûbêjkirin. + +Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Ednan Muftî û Erselan Bayiz pêk tê. + +Şanda Tevgera Gorran ji Celal Cewher û Mihemed Hacî pêk tê. + +Şanda Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji Saîd Elî Ebo û Rêbwar Seyid Gul pêk tê. + +Şanda Komela Îslamî ya Kurdistanê ji Elî Bapîr û Bîlal Silêman pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro saet 10ê sibehê civiya û dê bûyerên girtin û dûrxistina serkirde û endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) gotûbêj bike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna ENKSê li bajarê Qamişlo saet 10 destpêkir û wê heta saet 1ê piştî nîvor berdewam bike. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku civîna wan ya îro asayî û normal e, lê wê pirsên herî girîng û di nav de jî bûyerên girtin û nefîkirina serkirde û endamên PDK-Sê bên guftûgokirin. + +Yûsif diyar kir ku bihêzkirina karê ENKSê û aktîvkirina encûmenên xwecihî û komîteyên hundir û derve yên ENKSê wê yek ji mijarên civînê be. + +Yûsif herwiha diyar kir ku wê li ser têkiliyên her du encûmenan jî bê rawestandin û got ku rêkeftina Hewlêrê ya ku li ser bingeha wê Desteya Bilind a Kurd (DBK) hatibû avakirin, ";bingeha herî baş e ji bo lihevkirina her du encûmenan";. + +Derbarê berpirsyariya girtin û nefîkirina endamên PDKSê de, Yûsif got ku ";wan ti alî rasterast heta niha tometbar nekiriye,lê li gorî dawîtirîn daxuyaniya ENKSê, karên wiha li ser destê asayişa ser bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hatine kirin";. + +Heta niha 4 serkirde û endamekî PDK-Sê ji Rojavayê Kurdistanê hatine dûrkirin û berpirsên wê partiyê dibêjin ku ";ew ji aliyê asayişa PYDê ve hatine nefîkirin";. + +Duhok (Rûdaw)- Her çar endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) yên ku şeva borî ji Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hatin derkirin, dibêjin ku ew ji aliyê ";çekdarên PYDê ve hatine girtine û pişt re nefîkirin";. + +Her yek ji endamên polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî û Nafih Beyro, endamê komîteya navendî Mihemed Seidûn û endamê komîteya herêmî Elî Îbrahîm li navçeya Şilikiyê, li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî zindî tevlî bultena Nîwroj a Rûdawê bûn û derbarê awayê girtin û derkirina xwe de kirin. + +Mihemed Seidûn got ku ";dora saet 10 şevê, çekdarên ku kur û keç bûn, bi 5 otombîlan avêtin ser mala wî û ew pêxwas girtin û anîn ser sînor û nefîkirin";. + +Seidûn tekîd kir ku ew çekdar ";ên PYDê ne ji ber ku berî nefîkirinê ew anîne mexfera Girbalat a ku di bin kontrola PYDê de ye";. + +Seidûn aşkere kir ku ";çekdaran ji hevalên wî re gotine ku hûn nikarin vegerin Rojava heta ku partiya we rûxsetê ji PYDê bixwaze";. + +Duhok (Rûdaw)- Li gundê Keranê li nêzîk nahiyeya Feydiyê li parêzgeha Duhokê, di bûyerekê de zêdetirî 500 donim erdê ku genim tê de hatibû çandin, şewitî. + +Bi vê yekê jî keda cotkaran a vê salê vala çû, lê ew hêvî dikin ku saziyên peywendîdar nehêlin bûyerên wiha carek din biqewimin. + +Heta niha sedema vêketina agir diyar nebûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand ku aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê. + +Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Roj Nûrî Şaweys ku cîgirê serokwezîrê Iraqê ye, derbarê civînê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di civînê de biryar hat dayîn ku aliyên Kurd bi yek tîmê biçin Bexdayê ji bo ku danûstandinan derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de derbarê diyarkirina paşeroja têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de biryara referandomê hat dayîn. + +Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku di civînê de beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de biryara encamdana referandoma li Başûrê Kurdistanê hat dayîn, daku hemwelatiyên Başûr biryar li ser çarenivîsa têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê bidin. + +Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand ku aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê. + +Wan (Rûdaw) - Komek çalakvan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li dijî bidarvekirina çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê, li ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê dest bi gireva birçîbûnê kirin. + +li gorî nûçeya DÎHAyê, Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan li Tirkiyê (TUHAD-FED), ji bo balê bikşîne ser biryara darvekirinê ya ji aliyê Îranê ya derbarê 59 çalakvanên kurd her wiha şermezarkirina trajediya Somayê, li Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê navbera Îran û Tirkiyê, ku dikeve navçeya Serayê ya Wanê, meş li dar xist û konê nobet veda. + +Di meşê de hevparên TUHAD-FED'ê yên Mûş, Bazîd, Gever, Amed û Wanê, Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk, Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. + +Girseya ku ber bi sînorê Îranê ve meşiya, pankartên mîna "Qatîl Îran dê hesabê bide", "Komara îslam na komar darvekirinê", "Qeza na, qeder na komkujî! em êşa gelê Soma parve dikin" vekirin û sloganên "Bijî berxwedana zîndana", "Bijî Serok Apo" û "Qatîl Îran dê hesabê bide" berz kirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat. + +Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker bi zaravayê Kirmanckî ya kurdî axivî û diyar kir ku ew ji bo siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê dardakirinê girtin çalakiyê dikin. Teker, anî ziman ku Dewleta Îranê derheqê 59 siyasetmedarên kurd de cezayê darvekirinê da. Teker, da zanîn ku divê hemû kes bertekan nîşanî zilam dewleta Îranê bide. + +Aysel Tugluk jî wiha got: "Em ji bo şermezarkirina biryara darvekirina 59 siyasetmedarên kurd a ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin dayîn, li vir in. Komara Îslamî ya Îranê bi eslê xwe Komara Darvekirin a Îranê ye." + +Tugluk, xwest ku Îran dest ji biryara darvekirinê berbide û wiha axivî: "Mixabin dema mijar bû darvekirinên Misirê cihan rabûn serpiyan lê dema mijar bû kurd hemû kes bêdeng ma. Li Îranê di bin navê hiqûqa îslamî de mirov tên qetilkirin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em li vir careke din Îranê hişyar dikin. Demildest dest ji van pêkanînan berdin." Tugluk, da zanîn ku heke Îran darvekirinan berdewam bike û agirbesta PJAK'ê binpê bike ew dê têkoşîna xwe bilind bikin. + +Serokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUYAD-DER) şaxê Wanê Ahmet Aygun jî diyar kir ku ji sala 2011'an heya niha PJAK di pozîsyona agirbestê de ye û ji şertên agirbest yek rawestandina darvekirinbû û Îranê ev yek binpêkir û wiha got: "Rêveberiya Tahranê li dijî kurdan polîtîkayên darvekirinê xistin dewreyê girêdayî geşedanên heremê ye." Aygun, da zanin ku jı bo êşa karkerên jiyana xwe ji dest dan parve bikin dê 3 rojan li vir çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin. +Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat û girse careke din vegeriya ber kon û dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya ji 3 rojan pêk tê kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bavê Beşîr Mecîd Mûsa, welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê ku asayişa PYDê wî bi encamdana teqîna roja 9ê gulan li bajarokê Tirbespiyê tometbar dike, got ku hêzên asayişa PYD bi zorê û di bin eşkenceyê zaniyarî ji kurê wî standine û da zanîn ku berî niha hewla kuştina kurê wî hatibû dayîn. +Roja 9ê Gulanê teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tikrbsepiyê çêbû û di teqînê de endamekî PYDê bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe jidest da û endamekî din ê heman patryiê bi navê Casim Ebdullah birîndar bû. +Mala ku teqîn tê de hatiye encamdan bi kirê di dest Beşîr Mecîd Mûsa de bû, ku ew jî endamekî PDK-Sê ye û bi xwe ji gundê Girê Pirê, nêzîk Tirbsepiyê ye û ji roja teqînê de ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin û heta niha li cem wan e. +Medyay ser bi PYD ve dîmeneke vîdyoyî belavkiriye ku tê de dibêje ku ew îtîrafên Beşîr Mecîd Mûsa ne. +Bavê Beşîr, Mecîd Mûsa derbarê wan îtîrafatên ku ji kurê wî hatine standin dibêje: ";Ew îtîraf di bin îşkence û bi zorê ji kurê min hatine standin";. +Mecîd Mûsa herwiha red kir ku ti têkiliya kurê wî bi vê teqînê ve hebe û got ku kurê wî bi tenê kadirekî siyasî yê PDK-Sê ye. +Mûsa diyar kir ku ";Roja teqînê, ne Beşîr û ne jî hevjîna wî li nav malê bûn û bi serdanekê li cem mala pismamê xwe bûn ku tenê yek cade ji mala wî dûr e."; +Bavê Beşîr herwiha got ";Berî du mehan hêzek ji asayişa PYD avêtin ser mala wan li Girê Pirê û gotin ku Beşîr çekdaran li xwe dihewîne û wan perewrde dike. Hêzên asayişê mala me teftîş kirin lê dema tiştek nedîtin, ew ji malê derketin û wê demê jî Beşîr bi xwe ne li malê bû. Lewma ev senaryoya teqînê ji aliyê PYDê ve hatiye çêkirin daku kurê min bigirin";. +Mecîd Mûsa aşkere kir ku berî niha hewla kuştina kurê wî hatibû dayîn û got: ";Berî niha li ser rêya Tirbespiyê-Girê Pirê dema ku Beşîr li ser motorê xwe dihat mal, çekdarên nenas gule berdane wî lê ew ji hewla kuştinê filitî";. +Bavê Beşîr da zanîn jî ku berî teqîna 9ê Gulanê li Tirbespiyê ";Kesên nenas kaxezek li ser motorê Beşîr danîbûn û jê re nivîsandibûn ku êdî nabê ku ew karê siysî bike û eger bike ewê wî bikujin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku civîna îro ya Barzanî bi serok û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serok û nûnerên partiyên siyasî re ku li devera Pîrmamê ya Hewlêrê hat lidarxistin, daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya wê saziyê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku di civînê de hatiye xwestin hikûmeta nû di demek herî kurt de were ragihandin her wiha ji Komîsyona Hilbijartinan jî hatiye xwestin ku di demek herî zû de encamên hilbijartinan eşkere bike. + +Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de li ser van xalan gotûbêj hatiye kirin û tekestî li ser hatiye kirin: + +*Yekhelwestî û yekgotariya Kurdistanî li hember her bûyer û pêşhatên Iraqê û lîstina roleke mezin bo kurd û rêbertiya kurd + +*Aktîfkirina danûstandinê bi hemû hêz û aliyên iraqî re, bo baştirkirina rewşa Iraqê û çareserkirina arîşe û tengasiyên ku di encama siyaseta xelet de hatine pêş + +*Parastina yekgirtîbûna hêzên kurdî bo pêkanîna daxwaziyên destûrî ku heta niha asê mane û ev yek di çarçoveya sîstemeke demokratîk û federal de bê kirin, her wiha nehîştina astengên li hember demokrasî û şirîkatiya niştimanî + +*Civînê ji Komsîyona Hilbijartinan xwest di demek zû de encamên hilbijartinan eşkere bike û zelaî û pakiyê biparêze + +*Danîna mekanîzm û bernameyek vekirî ku tîma danûstankar bikaribe li gorî wê tevlî hevdîtinên pêkanîna hikûmetê Iraqê be + +Li gorî daxuyaniyê, di civîna îro de serok û nûnerên PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî ya Kurdistanê-Iraq, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê beşdar bibûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar, diyar kir ku YNK dê sibê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku pişka wê ye, destnîşan bike. + +YNK û Komela Îslamî ya Kurdistanê, îro danê êvarê li Hewlêrê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyan. + +Civîn li avahiya giştî ya Komelê hat kirin û şanda YNKê ji Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar, endamên Polîtburoyê Erselan Bayîz û Rizgar elî her wiha endamê serkirdetiya YNKê Xalid Şivanî pêk dihatin. + +Şanda Komela Îslamî jî ji Emîrê Komelê Elî Bapîr, endamên polîtburoyê Bîlal Silêman û Ebdusetar Mecîd pêk dihatin. + +Piştî civînê, Mela Bextiyar ji Rûdawê re got, YNK dê sibê (18ê Gulanê) cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan bike. + +Heta niha yên herî zêde şansê wan bo wergirtina posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê heye, endamê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan û kurê Talebanî, Qubad Talebanî ye lê li gorî berpirsekî YNKê, piraniya endamên polîtburoya YNKê dixwazin Qubad Talebanî bibe cîgirê serokwezîr. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serokatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Seyîd Gul, diyar kir ku di civîna îro ya Barzanî de digel partiyên siyasî biryar hatiye dayîn, eger Malikî cardin bibe namzedê serokwezîriya Iraqê wê demê Herêma Kurdistanê dê veqetîna ji Iraqê bixe rojeva xwe. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro bi serok û nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya. + +Li bara naveroka civînê, endamê serokatiya Yekgirtû Rêbwar Seyîd Gul, ji Rûdawê re got, di civînê de hat gotin ku eger Malikî bo cara sêyem bibe namzedê serokwezîriya Iraqê Herêma Kurdistanê dê qebûl neke û dê li Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî yên Kurdistanê referandomê li ser veqetîna Herêma Kurdistanê ji Iraqê bike. + +Rêbwar Seyîd Gul, ku beşdarî civînê bibû, da zanîn, di civînê de her wiha biryar hat dayîn komîteyek hevbeş pêk were û li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê bi hemû hêz û aliyên Iraqî re danûstandinê bike. + +Wî rayedarê Yekgirtû eşkere kir ku ew komîte dê di nav çend rojên din de were avakirin her wiha tekeztî li ser wê hat kirin ku posta serokomarê Iraqê pişka kurd e. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Mela û pêşnimêjê bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwest, hewlên zêdetir bidin da ku kîmyabarana Helebcê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve were tomarkirin û pejirandin. + +Li gorî ajansa Mehrnewsê ya îranî, îro komek ji welatiyên Başûrê Kurdistanê ku piranî xelkê bajarê Helebcê bûn, serdana goristana xizm û mirovên xwe kirin ku di encama kîmyabarana Helebcê de jiyana xwe ji dest dabûn. + +Li gorî nûçeyê, wan malbatên Helebceyî beriya ku serdana goristana xizm û mirovên xwe bikin bi mela û pêşnimêjê bajêr mela Qadir Qadirî kirin û pê re rûniştin. + +Di hevdîtinê de mela Qadir hevxemiya xwe bo wan malbatan nîşan da û got, di dema kîmyabarana Helebcê ji aliyê rêjîma Beis a Iaqê ve xelkê bajarê Pawe û parêzgeha Kirmaşanê alîkariya xelkê Helecê kirin, îro dîsa jî em bi wan birayên xwe re peyama dostaniyê girêdidin. + +Mela Qadir Qadirî, anî ziman ku dîrokê nîşan daye ku xelkê devera Hewran li aliyê sînorê her du welatan her dem alîkariya hev kirine û ji hev re bûne sitar. + +Pêşnimêjê Pawê gazinde ji xelkê Helecê kir ku xebat û alîkariyên bajarê Pawe û devera Hewraman di çêkirina Monomênta Helebcê de jibîr kirine û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê jî xwest, hewlên zêdetir bidin da ku NY kîmyabarana Helebcê bi fermî qebûl bike. + +Tê zanîn, di encama karesta kîmyabarana Helebcê de ku roja 16ê Adara 1988an ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve pêk hat, herî kêm 5 hezar kes mirin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, ew karkerên ku çend roj berê li ser sînorê Başûr û Bakûr ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn revandin, hatin berdan. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, gerîlayên PKKê ew 9 karkerên ku li gundekî parêzgeha Şirnexê li ser sînorê Başûr û Bakûr mijûlî çêkirina qereqolê bûn, çend roj berê revandibûn. + +Li gorî agahiyan, ew 9 karker îro danê êvarê li nêzîkî cihê ku jê hatibûn revandin, hatin berdan. + +Hat zanîn, îfadeyan wan karkeran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye wergirtin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro saet 10ê sibehê civînên xwe yên ku duh destpêkiribûn berdewam dike û derbarê çend mijaran de wê biryarê bide. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînên duh de çend pêşnyar derbarê rewşên cuda de hatibûn pêşkêşkirin û komîteyek ji bo darijandina van pêşiyaran hat damezirandin. + +Meşayix diyar kir ku îro dê biryar derbarê wan pêşnyarên ku hemû alî li ser wan li hev bikin de bên standin. + +Derbarê mijarên sereke de, Meşayix da zanîn ku aktîvkirina ENKSê, pêwendiya ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û kampîna girtin û dûrxistina endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) xalên sereke yên civînê ne. + +Li ser pêwendiya ligel hevpeymaniya opozîsyonê, Meşayix got ku hevpeymanî ji hinek xalên rêkeftina hevbeş vegeriya ye, mîna bikaranîna navê Komara Erebî ya Sûriyê, bêparkirina herêmên Kurd ji alîkariyên mirovahî û piştguhxistina pirsa kurdî di hevdîtinên herêmî û navdewletî de. + +Derbarê girtin û derkirina endamên PDK-Sê de Meşayix got ku ewê hevdîtinan ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêk bînin û herwiha hemû rêyên aştiyane ji bo rawestandina van kampînan bigrin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro serê sibehê bombeyeke vedayî li taxa Kornîş li nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya, lê ti ziyanên wê yên canî tine bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku bombe li ber stûnekî elektrîkê li hember mala endamê komîteya têkiliyên dîpolmasî ya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Ebilkerîm Omer li taxa Kornîşê hatibû danîn û îro saet 8.30 teqiya. + +Peyamnêrê Rûdawê got ku ziyanên teqînê bi tenê madî bûn û ti ziyanên wê yên canî tine bûn. + +Roja 8ê meha sibatê ya borî li heman cihî bombeyek teqiyabû û di encam de hemwelatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da. + +Di 30ê tîrmeha sala 2013yan de, endamê komîteya têkiliyên dîpolmasî ya TEV-DEMê Îsa Hiso di encama teqîna bombeyeke ku li nav otombîla wî li taxa Kornîş hatibû danîn, jiyana xwe ji dest da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji beşdarên civîna serokê Herêma Kurdistanê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ragihand ku di civînê de biryar li ser avakirina komîteya danûstandinên ligel Bexdayê hat dayîn. + +Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. + +Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de her partiyekê nûnerê xwe di komîteya danûstandinên ligel Bexdayê de destnîşan kir. + +Mehmûd got ku ew komîte rasterast girêdayî serokatiya Herêma Kurdistanê ye û dê serdana Bexdayê bike û ligel hêzên siyasî yên Iraqê danûstandinan bike. + +Mihemed Hacî Mehmûd navên endamên wê komîteyê ji Rûdawê re aşkere kirin ku ew jî pêktên ji: + +Nûnerê PDKê Roj Nûrî Şaweys, nûnerê YNKê Fûad Mehsûm, nûnerê Komela Îslamî Bîlal Silêman, nûnerê partiyên Komonîst û Sosyal Demokrat û Zehmetkêşan Kawe Mehmûd. + +Herwiha wê nûnerê Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamî jî di komîteyê de hebin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê desteya rêveberir a polîtbrîoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar ragihand ku ew posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê wernagire û dê karê xwe yê partiyê berdewam bike. + +Ofîsa rojnamegeriya Mela Bextyar daxuyaniyek derxist û tê de ew nûçe red kirin ku dibêjin Mela Bextyar dê li şûna Kosret Resûl Elî bibe cîgirê serokê Herêma Kurdistanê. + +Mela Bextyar di daxuyaniyê de hêvî dike ku YNKê posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bispêre kesekî din. + +Biryar e ligel avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, YNKê kesekî din ji bo posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê destnîşan bike, ji ber ku Kosret Resl Elî yê ku niha di wê postê de ye, ji ber rewşa tenduristiyê nikare berdewam bike. + +Efrîn (Rûdaw)- Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çalakvanekî Kurd ji aliyê grûpeke çekdaran ve hate revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh şemiyê dora saet 10ê şevê, 5 çekdarên ku serûçavê xwe nuxumandibûn, bi otombêleke reng spî çalakvanê Kurd Selah Elo revandin. + +Selah Elo yê 24 salî, li nêzîk yarîgeha Efrînê demjimêr 10ê şevê hat revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, dayik û birayê Selah îro sibehê serdana navenda asayîşa Efrînê ku bi ser PYDê vet ê naskirin, kirin daku çarenivîsa kurê xwe bizanin, lê asayişê ji wan re gotiye haya wan jê tine ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku yek ji rêxisitnên PYDê ye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wê yekê tometbar dike ku destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê û dibêje ";ewê Rojava ji bo wan kesê dixwazin destêwerdanê bikin bixe Vêtnama duyem";. + +Desteya rêveber a TEV-DEMê daxuyaniyek derxist û tê de behsa teqîna ku roja 9ê gulanê li nav malekê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û di encam de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da kir û wek pilana dezgeha parastinê ya PDKê da zanîn û got ku ";îstixbarat û grûpên taybet ên PDKê destê wan di hemû bûyerên Rojava de heye";. + +Lê belê Ajansa Parastinê ya Herêma Kurdistanê roja 15ê gulanê di daxuyaniyekê de ew tomet red kirin û PYDê bi wê yekê tometbar kir ku ";wê bi xwe ew teqîn pêkaniya daku endamekî xwe ji nav bibe û bike hênceteke ji bo girtina çalakvan û siyastemedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê";. + +TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku pêwîste erka xwe ya neteweyî pêk bîne û helwesta xwe li hember van destêwerdan û karên li dijî xelkê Rojava tên kirin, diyar bike. Herwiha bang li hêzên Kurdistanê kir ku hêza xwe bikin yek û rê li ber ";destêwerdana PDKê li Rojavayê Kurdistanê bigirin";. + +Di daxuyaniyê de TEV-DEMê bang li PDKê kir ku ";dest ji kiryarên xwe yên li dijî xelkê Rojava û hewldanên wan ku şerekî navxweyî li Rojava derbixe berdin";. + +TEV-DEMê hişyarî da û got ku ";bila her kes baş bizane ku ewê heta deqeya dawî bi hemû derfetên xwe parastina destkeftên gelê xwe ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin";. + +Desteya rêveber a TEV-DEMê di dawiya daxuyaniya xwe de car din hişyarî da û tekîd kir ku ";bila hemû planger baş bizanin ku Rojava li ser serê kesên destwerdanê dikin dê bibe Vêtnama duyemîn";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wê yekê tometbar kir ku zarokan tevlî refên xwe dike û wan dike çekdar . + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de hatiye gotin ku YPG û asayişê di çend roj û heftiyên borî de çend çalakvanên Kurd û serkirdeyên partiyên Kurdî girtine, hinek ji wan hatine berdan û yên din heta niha girtî ne. + +Rewangeha Sûriyê, YPG û asayiş bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan re ye tevlî refên xwe dike. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê daxwaz ji rêveberiya xweseriya demokratîk ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, kir ku binpêkirina mafên mirovan rawesîtin û hemû girtiyên nêrînê serbest berde û yên tawanbar jî radestê dadgehên serbixew bike. + +Rêxistinê herwiha daxwaz ji YPG û asayişê kir ku hemû zarokan ji nav refên xwe derbixin, ji ber ku tevlîkirina wan li dijî yasayên navdewletî ye. + +Ev ne cara yekem e ku rêxistinên mafên Mirovan, YPGê û asayiş bi wê yekê têne tometbar dikin ku zarokan tevlî refên xwe dike û wan wek çekdar bi kar tînin, lê fermandarên YPGê çend caran ev tomet red kirine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê, rêxistinek îslamî ya nû bi navê ";Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê"; hebûna xwe ragihand. Wê rêxistinê erka xwe wek ";li her derî parastina heybeta îslamê"; daye nasandin. Asayişa Hewlêrê jî dibêje, ew rê nadin wan rêxistinên ku mohleta wan a fermî tine, çalakiyan bikin. + +Li Herêma Kurdistanê rêxistina îslamî ya bi navê Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê, di belavokekê de ragihandiye, ew dê heybet û hebûna îslamê li her derê Başûrê Kurdistanê biparêzin, eger pêwîst dê ji bo vê yekê ";cîhadê"; jî bikar bînin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de bi tundî rexne li partiyên îslamî yên Başûr tê girtin û wiha tê gotin: ";Partiyên îslamî wiqasî ketine derdê deng û hilbijartin û kursî û berjewendiyên xwe, nîvê wê yekê nakevin derdê parastina heybet, dîrok û kerameta îslam û musilmanan."; + +Wê rêxistinê partiyên îslamî yên Başûr bi vê yekê tohmetbar kiriye ku pîvana herî bingehîn a îslamî ku ";cîhad û parastina îslam û heybeta îslamê"; ye jibîr kirine. + +Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, her grûp û rêxistina ku tê avakirin divê mohleta xwe ya fermî ji Wezareta Navxwe bistîne ji ber ku eger mohleta fermî nestîne em nahêlin ti çalakiyekî li dar bixe. + +Tariq Nûrî, li ser rêxistina nû ya îslamî jî got, emê li ser vê rêxistinê lêkolîn bikin û çi pêwîst bike emê bikin. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), kurê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku Alîkarê Serokê Nêçîrvan Barzanî ji vê yekê re hatiye erkdarkirin, destnîşan kir. + +Di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibilî çend wezaretan posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî bûne para YNKê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, endamên Polîtburoya YNKê di civîna îro de ku li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, kurê Talebanî, Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kirin. + +Li gorî daxuyaniya polîtburoya YNKê, Qubad Talebanî bi şêwazê ";lihevhatinê"; (tewafuq) hatiye destnîşankirin. + +Di lîteratora siyasî de, tewafuq tê wê wateyê ku Qubad Talebanî nekariye piştevaniya piraniya endamên polîtburoya YNKê bidest bixe lê ";li hember hinek tiştan"; rizamendî li ser vê yekê hatiye nîşandan. + +Qubad Talebanî, roja 21ê Tîrmeha 1977an li paytexta Sûriyê, Şamê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî di nav xebata pêşmerge û rizgariya Kurdistanê de bû, Qubad piraniya jiyana xwe li derveyî welêt û li ba kalkê xwe Îbrahîm Ehmed derbas kiriye. + +Qubad Talebanî, bekaloriya mekanîkê li zanîngeha Kîngstonê ya Brîtanyayê xwendiye. Sala 2000 heta 2004an li Amerîka wek alîkarê nûnerê YNKê Dr. Berhem Salih kar kiriye û ji sala 2004an heta 2006an jî wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê kar kiriye. + +Di kabîneya heftem a Herêma Kurdistanê de wek serokê fermangeha hemahengiyê ya navbera hikûmet û parlamentoyê de kar kiriye. + +Ji aliyekî din, li gorî agahiyên Rûdawê, parlamenterê YNKê Goran Azad jî wek cîgirê serokê parlamentoyê hat destnîşankirin. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li navenda bajarê Dêrsîmê damezrînerê TKP/MLê Îbrahîm Kaypakkaya di 41emîn salvegera mirina wî de hat bîranîn. +Îro, danê êvarê, li navenda Dêrsîmê Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) bi boneya mirina damezrînerê Îbrahîm Kaypakkaya xwepêşandan û çalakiyeke bîranînê li dar xist. Xwepêşandana ku li Kolana Hunerê dest pê kir, li Meydana Seyîd Riza bi dawî bû. + +Di daxuyaniya bîranînê de hat gotin ku 'Cara yekem li Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya wekî sosyalîstekî, analîza Kemalîzmê kiriye û mafê çarenivîsa netewa Kurd parastiye'. +Herwiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku 'xwedîderketina Kaypakkaya, xwedîderketina karesata Somayê ye jî'. +Ji bo balkişandina ser bûyera li navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê qewimî, hinek çalakger bi kaskên karkerên kanzayên komirê tevlî çalakiya bîranîna Kaypakkaya bûn. +Îbrahîm Kaypakkaya damezrînerê Partiya Komînîst a Tirkiyê ya Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) e. Di sala 1949an de li bajarê Çorûmê ji dayîk bûye. Di Çileyê sala 1973yan de li navçeya Çemîşgezek a ser bi Dêrsîmê di pevçûnek çekdarî de birîndar tê girtin. Di 18ê Gulana heman salê de di Girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi tundî rexne li siyaseta Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hember kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet derkirin û girtina endam û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) kir û ragihand, siyaseta PYDê jibilî metirsî û paşerojek tarî ti xêra wê ji kurdan re tine. +Polîtburoya PDKê, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye belavkirin, li hember girtin û derkirina endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên PYDê ve bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, PYDê li Rojavayê Kurdistanê her tişt xistiye zeft kiriye û bi awayekî bêşermane dijberiya hêzên siyasî dike. +Di daxuyaniya PDKê de hatiye gotin ku ji ber siyaseta dîktatorane û nerewa ya PYDê, li şûna ku Rojava bibe mînakek serkeftî ya kurdan di xwerêvebirineke demokratîk de lê ji deverên din bin kontrola rêjîma Sûriyê de jî xirabtir bûye û bûye cihê qorixkarî û serkutkirina azadiya siyasî. +Di daxuyaniya PDKê wiha hatiye gotin: ";Ev siyaseta PYDê ya kirêt êdî modêla wê jî nemaye lewma divê dest ji vê siyasetê berde û xwe bi ser gelê kurd de nesepîne çimkî ev siyaset tenê zirarê dide gelê Rojava. Em wek PDK hevxemî û hevderdiya xwe ji xûşk û birayên kurd ên Rojava û xebatgerên PDK-Sê re nîşan didin û bi tundî jî girtin û derkirina endamên wê partiyê şermezar dikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hevkariya şandeke bilind gihîşte paytexta Brîtaniya, Londonê û birayre ligel rayedarên wî welatî bicive. + +Li gor daxuyaniyekek Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wê îro, Duşem, ligel hejmarek wezîr û berpirsên hikûmeta Brîtaniya bicive. + +Herwiha ligor wê daxuyaniyê, dê di van hevdîtinan de têkiliyên navbera Hewlê û Londonê de di warên bazirganî, aborî, alîkariya di warê enerjiyê de û çawanya pêşvebirina van têkiliyan, bên gotûbêj kirin. + +Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du rojan dirêj dike, şanda ligel jî ji van berpirsan pêkhatiye: Wezîrê Çavkaniyên Sirûtşî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê Kameran Ehmed, Serokê Desteya Weberhênanê bi wekaletk Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya hikûmetê Felah Mistefa û hejmarek ji şêwirmendan. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê ragihand ku ew dê îro, Duşemê, demjimêr 16:00 bi dema Iraqê encamên fermî yên hilbijartinêna Parlamentoiya Iraqê, ku di 30ê Nîsanê de birveçûne, ragihîne. + +Lê rojnamevan Arif Qurbanî li ser rûpela xwe taybet li ser Facebookê rêjeya kursiyên Kurd, Ereb û Turkmenan li Kerûkê û navê kandîdên serkeftî belav kirine, li gor ku wî belvkirye, encam bi vî awayî ne: + +Kurd 8 kursî + +Ereb 2 kursî + +Turkmen 2 kursî + +Ji nava her 8 kursiyên Kurdan jî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 6 kursî birine û Partiya demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî bidest xistine, navê kanîdên serkeftî jî evin: + +Kandîdên YNK: + +Necmedîn Kerîm + +Rêbwar Asayiş + +Hemesur Duşîwanî + +Ala Talebanî + +Bêstun Zengene + +Leyla Elî + +Ji ber ku dê Necmedîn Kerîm xwe vekişîne, dê Felah Salih şûna wî bigire. + +Kandîdên PDK: + +Şaxewan Deloyî û Amîre + +Kandîdên Ereban: + +Xalid Mihemed Elwaî û Xalid Temîmî + +Kandîdên Turkmenan: + +Hesen Toran û Erşed Salihî + + +Herwlêr (Rûdaw)- Berdevkê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, li derveyî welta, Xelef Dahud dilgiraniya xwe li himber binpêkirina mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYD ve anî ziman. + +Xelef Dahud, di daxuyaniyekê de bo ajansa AKI ya Italî ragihand ku hin rêxistin amaje dikin ku li navçeyên Rêvebeviya Xwesriya Demokratî, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê hatiye avakirin, ji aliyê asayişê ve tên kirin, din nav wan binpêkirinan de jî girtina çalakvan û serkirdeyan ji partiyên Kurdî bi awayekî nerewa û avêtin li ser xaniyên hemwelatiyman bi awayekî neyasayî û dilgiranî û mixabiniya xwe ji van karan anî ziman. + +Dahud daxwaz ji Rêveberiya Xweseriya Demokrataîk kir ku ";Pêwîste rêz li rêkeftin û belgehên mafên mirovan bigire, yên ku di Girêbesta Civakî de soz dabû ku rêz li wan bigire û bêgirî wan bibe, herwiha demlidset girtiyên nêrînê serbest berde, eger hebin."; + +Navhatî got ku pêwîste berpirsên wê rêveberê ";Rêxistinên mafên mirovan vexwîne bo serdana deverên rêveberiyê bike, da çavekî li rewşa mafên mirovan tê de bide."; + +Herwiha Berdevkê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, li derveyî welat, nerihetiya xwe ji zaniyariyên Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê derbarê mçekdarkirina zarokan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PYD ye, anî ziman û got ku ";Ev binpêkirineke tunde ji yasya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî re";, herwiha daxwaza kir ku ";Demlidest ev kar bên rawestanin û zarokan ji vê hêzên dûrbixin."; + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin. + +Di daxuyaniya wê rêxistinê de hatiye gotin ku YPG û asayişê di çend roj û heftiyên borî de çend çalakvanên Kurd û serkirdeyên partiyên Kurdî girtine, hinek ji wan hatine berdan û yên din heta niha girtî ne. + +Rewangeha Sûriyê, YPG û asayiş bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan re ye tevlî refên xwe dike. + + +Duhok (Rûdaw)- Li parêzgeha Duhokê û berûvajî parêzgehên din ên Başûrê Kurdistanê, rêjeya dengên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê zêde bûye. + +Di hilbijartinên 30ê nîsanê de, dengên Yekgirtû li parzêgeha Hewlêr û Silêmaniyê bi awayekî berçav kêm bûne, lê belê berûvajî wê, li Duhokê dengên wê zêde bûne. + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de Yekgirtûya Îslamî li parêzgeha Duhokê nêzîkî 57 hezar deng bi dest xistin, lê di hilbijartinên 30ê nîsanê de ji bo encûmena parêzgehê 60 hezar deng û ji bo Parlamentoya Iraqê jî 86 hezar deng bi dest xistine. + +Li gor encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Yekgirtû li parêzgeha Duhokê ji koma 11 kursiyan 2 kursî bi dest xistin. + + +Bielefeld (Rûdaw)- Ji bo şermezarkirina bûyera kuştina 4 Kurdên Êzdî ku vê dawiyê ji aliyê çekdarên tundrew ve li parêzgeha Neynewayê hatin kuştin, Navenda Lalişê li bajarê Bielefeldê Almanya şîniyek ji bo wan vekir. + +Di şîniyê de hejmarek mal û komeleyên Êzdiyan ên Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn. + +Beşdarên Şîniyê kuştina her çar Êzdiyan li navçeya Rebîha ya girêdayî parêzgeha Neynewayê bi tundî şermezar kirin û xwestin ku karê cidî ji bo parastina Êzdiyan bê kirin. + +ل ناڤ سهنتهرێ باژێرێ دهۆكێ ل تاخێ مالتایێ 22 ساله سهد خێزان ل بن توتیا دژین، وهك ئهو دبێژن كو حكوومهت چارهسهریا بۆ وان نابینیت، قائمقامیا قهزا دهۆكێ ژی ل سهر ڤی بابهتی بهرههڤی نهبوو بهرسڤا گللهیێن وهلاتیان ب رێكا تۆڕا میدا روودو ژی بدهت. +*** +دبیت ب رەنگی ڤێرێ نە جهێ ژیارێ بیت لێ پتری 100 خێزانان دبن ڤان توتیادا دژین كو ددەمەكی دا جهێ ئاژەلی بوو، +ئەڤ خێزانە ئەڤە 22 سالە ژیارەكا سەخت دبەنە سەر ژ پیساتی و تەقن و توزێ هەروەكو ئەو دیار دكەن كەس پرسیارا حالێ وان ناكەن و د لیستا حكومەتێ دان ینن . +لێدوان\ پیرەمێرەك +ئەڤ خێزانە دیار دكە نكو چەندین جاران سەردانا ئالیێن پەیوەندیدار كریە یان قەرەبوو بكەن یان ژی رێ پێ بهێ دا جهێ خو ژ هولا بكەن خانی . +لێدوان\ زەلامەك +ژ ئالیەكێ دن ڤە قوتابیێن ل وان خانیان دژین نكارن قەستا قوتابخانەیان بكەن ژبەركو ژ ئالیێ ماموستایان ڤە دهێن دەركرن ژبەر پیسكرنا فوتابخانێ . +لێدوان\ژنەك +پشتی چاڤەرێكرنەكا زور ژ وەلاتیان كو بەرسڤا قائیمقامی بزانن، كا چاوان پرسیارێن وان بێ بەرسڤ ماینە هەلاویستی وەسان قائیمقامێ قەزا دهۆك رازی نەبوو ل سەر بابەتی بەرسڤا تورا میدیایا رووداو ژی بدەت. + + +Dirbêsî (Rûdaw)- Li bajarekî Kurdî yê bicûk ku bi dehê salane ji aliyê rejîmên desthilatdar li Sûriyê hatibû piştgukirin û çand û hunera Kurdî tê de qedexe bû, niha tê de mozexaneyeke hunerî ji aliyî hunermend Arşevîn Mîkayil ve tê vekirin. + +Bi vî karî, bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve nav nexşeya cîhani ya wan bajarên ku mozexaneyên hunerî tê de hatine vekirin. + +Hunermendê Kurd Arşevîn Mîkayil di sala 1965an de li bajare Dirbêsiyê ji dayik bûye û ev 15 salin ku dûrî welatê xwe li Ewropayê jiyana xwe dibe serî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê encamên hilbijartinên Paralmentoya Iraqê, ku roja 30 Nîsana borî birêve çûbûn, ragihandin. + +Li gor encamên ku ji aliyê komisyona hilbijartinan, li Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê bi vî awayî bûn: + +Parêzgeha Silêmaniyê, hejmara dengên rast 893.226 deng, hejmara kursiyan 18: + +Tevgera Gorranê: 347.799 deng, 7 kursî bidest xistine. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 294.265 deng, 6 kursî bidest xistine. + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 93.410 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Yekgirtûya Îsalamî ya Kurdistanê: 81.392 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 57.102 deng ku dike 1 kursî bidest xistiye. + +Li Parêzgeha Hewlêrê 744.489 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 15 kursî: + +PDK: 354.735 deng, 7 kursî bidest xistine. + +YNK: 186.688 deng, 4 kursî bidest xistine. + +Tevgera Gorranê: 107.095 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Komela Îslamî: 48 hezar deng, 2 kursî bidest xistine. + +Li parêzgeha Dihokê jî 490.452 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 11 kursî: + +PDK: 340.977 deng, 8 kursî bidest xistine. + +Yekgirtûya Îslamî: 84.446 deng, 2 kursî bidest xistine. + +YNK: 37.457 deng, 1 kursî bidest xistiye. + +Herwiha li Kerkûkê, ku yek ji li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, 570.759 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 12 kursî: + +YNK: 209.964 deng, 6 kursî. + +Eniya Turkmanî li Kerkûkê: 71 hezar deng, 2 kursî bidest xistine. + +PDK: 63,076 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Aliyên Ereb: 53.796 deng, 1 kursî. + +Herwiha li parêzgeha Mûsilê, 987.791 dengên rast hatin hejmartin, hejmara kursiyan 31 kursî: + +Lîsteya Mutehîdûn: 1363.938 deng, 12 kursî bidest xistine. + +Hevpeymaniya Kurdistanê: 158.804 deng, 6 kursî bidest xistine. + +Lîtseya Weteniye: 116.292, 4 kursî bidest xistine. + +Lîsteya Neynewa ya Niştimanî: 79.71 deng, 3 kursî bidest xistine. + +Lîsteya el-Erebiye: 74.654 deng, 3 kursî bidest xistine. + +YNK: 70.452 deng, 2 kursî bidest xistine. + +Herwih li parêzgeha Diyala ji hejmara 14 kursiyan, lîsteya Aşitî ya Kurdistanê 61.807deng anîn ku dike 2 kursî. + +Êlih (Rûdaw) – Platforma Demokratên Kurd (PDK) li bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê şaxa xwe vekir û dest bi xebatên xwe yên siyasî û avakirina partiyeke siyasî kir. + +Li bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê û bi merasimekê Platforma Demokratên Kurd şaxa xwe vekir. + +Serokê Platformê Sertac Bûcak, di merasimê de axaftinek kir û got, em ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin… + +Platforma Demokratên Kurd, biryar daye di demek nêzîk de xwe wek partiyekê ragihîne û li ser rêça Mela Mistefa Barzanî bimeşe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hat eşkerekirin, hejmara kursiyên kurd li parêzgehên Kerkûk û Diyale zêde bûye. + +Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku îro hatin eşkerekirin, kurdan li parêzgeha Kerkûkê 8 kursî bidest xistine ku li gorî hilbijartinên 2009an 2 kursî zêde bûye. + +Lîsteya YNKê li Kerkûkê bi tena xwe 6 kursî bidest xistiye û bûye yekem, PDKê jî kariye 2 kursiyan bidest bîne, bi vî rengî kurdan ji 12 kursiyên parêzgehê 8 kursî bidest anîne. + +Li parêzgeha Diyale jî, Hevpeymaniya Aştî ya Kurdistanî kariye 2 kursiyan bibe û li gorî encamên hilbijartinên sala 2009an, kursiyek zêde bûye. + +Lê li parêzgeha Selahedînê kurdan nekarîne ti kursiyekê bidest bixin û li parêzgeha Mûsilê jî hejmara kursiyên kurdan kêm bûye. + +Li gorî encamên fermî, Hevpeymaniya Kurdistanî li parêzgeha Mûsilê ji 31 kursiyan 6 kursî qezenc kiriye û lîsteya YNKê jî 2 kursî bidest aniye. Vê carê jî pişka kota ya kurdên êzîdî ji dest kurdan çûye lê karîne pişka kota ya şebek û mesîhiyên parêzgehê bidest bînin. +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê bi awayên cuda li encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dinêrin. PDK nerazî ye lê Gorran razî ye. + +Encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê îro ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatin eşkerekirin. + +Berpirsê karûbarên hilbijartinê yê PDKê Xesro Goran, li ser encamên hilbijartinan ji Rûdawê re got, em ji encamên hilbijartinan li Hewlêr, Mûsil û Diyale razî nînin ji ber wê jî divê li ser encamên van her sê parêzgehan komîsyon daxuyanî bide me. + +Xesro Goran, li ser deng û kursiyên PDKê li Hewlêrê jî got, encamên hilbijartinan li Hewlêrê ne li gorî şiyan û bendewariya me ye. + +Endamê navenda hilbijartinê yê Gorranê, Zimnako Celal ji Rûdawê re got, encamên ku hatin ragihandin nêzîkî encamên rastî ne, jixwe me berê hinek agahî li ser encamên hilbijartinan belav kiribû û yên ku îro hatine eşkerekirin dengên derveyî welêt jî hatine hesibandin. + +Kobanê (Rûdaw) - Ji bo vehewandina penaberên Ereb yên ku ji deverên cuda yên Sûriyê koçberî Kobanê bûne, kampek li gundê Mînaz ê Kobanê tê amadekirin. +Desteya karûbarên civakî ya kantona Kobanê kampeke nû li gundê Mînaz, ê ku ji aliyê rojhilat ve 3 kîlometran ji Kobanê dûr e, vedike. +Kampa nû li ser erdekî bi firehiya 10 hiktaran tê amadekirin û ji destpêkê ve komîteyên amadekar cihê 50 konan li ser erdê kampê rast kirin. +Tê zanîn ku gellek malbatên koçber li dibitanên Kobanê bicih bûne û tê payîn ku piştî avakirina kampê ew malbat bo kampa nû bên veguhestin. +Berî hefteyekê jî li gundê Hikmiyê yê Dêrikê kampek ji koçberên Ereb re hatibû vekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyên ku li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin, ragihandin ku encamdana hilbijartinên serokatiya Sûriyê di vê qonaxê de ne biryareke rast û hekîm e. + +Rêveberiyên li her sê herêman ku kordînatoreke hevbeş ji xwe re ava kirine, daxuyaniyek derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryar e roja 3yê hezîranê bê kirin, derxistin. + +Di daxyaniyê de rêveberiyên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, bi awayekî aşkere ne gotin ku ew li dijî van hilbijartinane ku serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed û 2 kesên din rikberiyê li ser wê postê dikin. + +Berî niha hevserokê PYDê Salih Mislim di çend hevpeyvînên xwe de diyar kiribû ku tiştek bi navê hilbijartinan li Sûriyê tine ne û tekîd kiribû ku eger çend sindoq jî li navçeyên Qamişlo û Hesekê yên di kontrola hêzên rejîmê de, bêne danîn, wê Kurd tevlî van hilbijartinan nebin û dengê xwe bi kar neynin. + +Rêveberiyên her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev hilbijartin wê emrê krîza Sûriyê dirêjtir bike û kuştina sûriyan zêdetir bike, herwiha wê bibe sedema koçberiya hejmareke zêdetir a hemwelatiyên Sûriyê. + +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku encamdana hilbijartinên serokatiyê di vê qonaxa dijwar a ku Sûriyê tê de derbas dibe, wê ne biryareke rast û hekîm be û ji hemwelatiyên Sûriyê jî xwest ku kar ji bo rawestandina kuştinê bikin û çareseriyeke tewafuqî ji bo parşeroja Sûriyê bibînin û pişt re çêdibe ku hilbijartinên serokatiyê bên kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro Parlamentoya Kurdistanê civîneke li dar bixe û tê de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi nav bike. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, parlamenterên Tevgera Gorranê wê deng nedin namezedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo posta cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî. + +Parlamenterên Gorranê derbarê vê yekê de ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku ";ji ber sextekariyên di hilbijartinan de li Silêmaniyê û herwiha ji ber ku parlamenterên YNKê deng nedan nazmedê Gorran ji bo serokatiya parlamentoyê, lewra ewê deng nedin Qubad Talebanî";. + +Civîna Parlamentoya Kurdistanê wê saet 11ê berî nîvro bê lidarxistin û tê de wê çend proje yasa bên xwendin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Berîtanya William Hague li hev civiyan û derbarê têkiliyên navbera her du aliyan de gotûbêj kirin. + +Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya şandekê li ser vexwendina wezîrê derve yê Berîtanya, roja yekşemê 18/5/2014 gihişte Londonê. + +Duh Nêçêrvan Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel William Hague civiya. Di civînê de Hague ev serdan wek rengvedanekê ji bo têkiliyên germ ê di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de da zanîn. + +Wezîrê derve yê Berîtanya got ku hikûmeta welatî wî dixwaze têkiliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike û pîrozbahî li serokwezîr Barzanî kir ji bo wan pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê bi dest hatine. + +Di civînê de rewşa Iraqê, proseya siyasî, hilbijartin, avakirina hikûmeta nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya beşdariya hemû aliyên Kurdistanê di hikûmetê de, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa mafên mirovan li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê û rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. + +Her di civînê de vekirina xetên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de hat behskirin. + + +د ھلبژارتنان دە ب ئاوایەکی بەردەوام ھەول تێ دایین دا کو سیستەما کۆتایێ ژ بۆ ژنان وەرە دانین ھەیا ژن ب ڤێ ریێ دەربازی ناڤەندێن بریاردایینێ ببن. سەدەما ڤێ ژی ئەڤە کو ژن نکارن د ھلبژارتنان دە ب سەرکەڤن و ببن پارلامەنتەر. لێ د ڤێ گەرا ھلبژارتنێن پارلامەنتۆیا ئیراقێ دە کو رۆژا 30 نیسانا ئیسال ھات کرن، ژ کۆما 328 کورسیان تەنێ 22 ژن ھەنە کو 5 ژ وان ژ ھەرێما کوردستانێ نە. + + +پشتی جڤینا ئالیێن سیاسی ب مەسعوود بارزانی سەرۆکێ ھەرێما کوردستانێ رە کو مژارا ئەنجامدایینا رەفراندۆمێ ل ھەرێما کوردستانێ دەرخستن ھۆلێ، ئێدی ئەڤ مژارا بوویە گۆتووبێژا ئالیێن سیاسی و ھەر ئالیەک ژی ب ئاوایەکی جودا بەھسا وێ دکە. کۆمیسیۆنا بلندا سەربخوەیا ھلبژارتنان ژی دبێژە ئەو ئامادە ننە کو ڤێ رەفراندۆمێ پێک بینن و د جڤینەکێ دە ژی ئەڤ یەک ژ بەشداربوویێن وێ رە راگھاندنە. + + +کوردێن خوەجهێن ئەلمانیا بۆچوونێن خوە دەربارەی رێفراندۆمێ دبێژن +دەرئەنجامێن هەلبژارتنێن پەرلەمانێ عیراقێ یێن رەڤەندا کوردستانێ د وێ دەنگدانێدا بەشداربووی، پشتی دیاربوونا سەنگ کوردان و هەژمارا کورسیێن پارتیێن کوردستانی رەڤەندا کوردی ل ئەلمانیا بۆچوونێن خوە دەربارەی ئەگەرێن ئەنجامدانا رێفراندۆمێ دئینن زمان و ژ ئەزموونا کارکرنا ژ سالا ٢٠٠٤ێ یا کوردان ل گەل حکوومەتا عیراقێ و ئەنجامێن وان دلخوەش نینن. +لێدوان + +نادر دۆغاتی ــ هاونشتیمانی دانشتووی ئەلمانیا +هنەک ژ کوردان دەولەتەکا سەربخوە یا کورستانێ ل باشوورێ وەڵات د بەرژەوەند دا نابینن بەلکو دڤێ کارکرنا ل سەر بنەمایێن نشتیمانی بەردەوام بیت و پەیدابوونا دەرفەتا بکێرهاتی بۆ راگەهاندنا قەوارەیەکێ دەرڤەی سنوورێ عیراقێ هین ژی نەهاتی یە. +لێدوان +عارف حسێن ــ هاونشتیمانی دانشتووی ئەلمانیا +و ئەو هیڤیا کوردان یا هەبوونا دەولەتەکا نشتیمانی یا بناڤێ کوردستانێ مینا هەموو وەلات و نەتەوەیێن شاد بووی ب ئەڤی مافی ل گور هنەکان دورستە و هەر ژ نها ڤە دڤێ بهێتە راگەهاندن. + +لێدوان +غازی دوسکی ـ ـ هاونشتیمانیێ دانشتوویێ ئەلمانیا +پرستیژا وان و هەموو کوردان، ب نێرینا هاونشتیمانیێن ئێدی بووینە بەشەکە ژ پێکهاتیا وەلاتێن دووەم، بلندتر دبیت ئەگەر وەلاتێ وان یێ بابکالان سەربخوە بیت. +(ستاند ئاپ) +پەیامنێر ــ زنار شینۆ + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlamenteran, bi nav kirin. + +Di civîna îro de ku saet 11 destpêkir, Nêçîrvan Barzanî bi 99 dengan wek serokwezîrê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat binavkirin. Bi tenê parlamenterê Tevgera Îsalmî Şiwan Qeladizeyî deng nedayê. + +Qubad Talebanî jî bi 78 dengan wek cîgirê serokwezîr hat binavkirin. Dîsan Şiwan Qeladizeyî dengê nedayê û herwiha çend parlamenterên Tevgera Gorran û Yekgirtûya Îslamî jî deng nedanê. + + +دهۆک .. کردنەوەی کارگەیەکی ریسایکلین +کارگەکە لە زبڵ پەینی کشتوکاڵی درووستدەکات +کارگەیەکی دیکەی ریسایکلین لە کۆمەڵگای کوراشی لە شاری دهۆک کرایەوە ئەو کارگەیە نوێترین تەکنەلۆجیای بۆ بەکارهێنراوە و لە رۆژێکدا توانای جیاکردنەوەی هەزار تۆن زبڵ و خاشاکی هەیە ، جگە لەمەش کارگەکە لە توانایدا هەیە لەو زبڵە پەین بۆ کشتوکاڵی لێ درووست بکات . + +كارگەهەكا دی یا ڤاڤارتنا گلێشی ل كومەلگەها كوراشی هاتە ڤەكرن، ئەو كارگەه شیانێن جوداكرنا هزار تەنێن گلێشی هەنە. +تێكست +ڤەكرنا كارگەهەكا دیا ڤاڤارتنا گلێشی ل كومەلگەها كواشێ كودێ روژانە شیاینێن ژێك جوداكرنا 1000 تەنێن گلێشی َدێ هەبیت ئێك ژ تایبەت مەندێن ڤێ كارگەهێ دێ پەینێ چاندنێ ژی بەرهەم ئینیت....... +1.تەمەر رەمەزان : پارێرزگارێ دهوكی +دێ گلێشێ دهۆك و سێمێل و زاخو ل ڤێ كارگەهێ هێتە ڤاڤارتن و پیش بینێن زێكرنا داهاتێ ڤێكار گەێ دهێـەكرن........... +2.ئیسماعیل حەسەن: رێڤەبەرێ كارگەها ڤاڤارتنا گلیشی +كومپانیایەكا ئەلمانی سەرەپەشتیا دروسكرنا ڤێ كارگەهێ كریە و ئەو دخوازن ل تەڤا پارێزگەهێن عیراقێ ڤێ كارگەهین بڤی جوری دانیت..... +3.ریكیی جونس: سەرپەشتێ كارگەها گلێشی بو دروستكرنێ. +ب كوژمێ 19 ملیون و 200 هزرا دوولارا كارگەه دروست بویە پێویسی ب 30 كرێكاران هەیە بو برێڤە جونا كاری + + +Dihok (Rûdaw)- Hejmarek ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, daxwaz dikin ku derfet ji wan re bê vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehên Başûrê Kurdistanê berdewam bikin, lê heta niha ev derfet wek pêwîste ji wan re nehatiye peydakirin ji ber ku li zanîngehên Başûrê Kurdistanê hejmareke kêm ji xwendevanên Rojavayê Kurdistanê hateine wergirtin. + +Lorîn û Rêber du nimûne ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistamê ne ku niha li Başûrê Kurdistanê penaberin û derfet bo wan nehatiye vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehê berdewam bikin. + +Rêberê xwendekarê sala 3yem ya zimanê Erebî ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Li ku de be ezê xwendina xwe berdewam bikim, heta ku ji min were xwestin ku ez berê xwe bidim welatek din."; + +Lorîn jî li Sûriyê bawernameya bakaloriya wergirtibû ew niha li hêviya wê yekê ye ku navê wê di yek ji zanîngehên Başûrê Kredistanê de bê pejrandin. + +Lorîn gazninan dike ku ev zêdeyî yek sale ye ku navê xwe pêşkêş kiriye lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn bê ka wê bê pejiranidn yan na û dibêje: ";Ev yek sale ku ez li hêviya pejirandina navê xwe me, lê heta niha ev yek pêk nehatiye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 3 rojan ji civînên berdewam li bajarê Qamişlo ku ji roja şemiyê 17ê gulanê û heta weku roja duşemê 19ê gulanê li ber xwe dabûn, Encûmena Niştimani ya Kurd li Sûriyê (ENKS) çendîn biryar standin û di nav de biryara ku konferansek ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê bê lidarxistin. + +Cîgirê serokê ENKSê Nihemt Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku armanca lidarxistina vê konferansê, aktîvkirina karê dîplomatîk ji bo diyarkirina pêgehê pirsa Kurd li Sûriyê û girîngiya çareserkirina wê ye. + +Dawûd tekîd kir ku rolek mezin a tevgera Kurd di opozîsyona Sûriyê de heye û pirsa Kurd yek ji pirsên herî girîng e li Sûriyê û bêyî çareserkirina vê pirsê Sûriye aram nabe û got ku ew dixwazin di rêya vê konferansê re vê rastiyê bi hevalbendên xwe yên opozîsyonê û hêzên herêmî û navdewletî bidin zanîn. + +Derbarê çareserkirina nakokiyên navxwe yên ENKSê û başkirina rewşa wê de, Dawûd tekez kir ku derbarê biryar û nêrîna siyasî û şêweyên çareserkirina pirsa Sûriyê û pirsa kurd de, ti nakokî di navbera alî û pêkhateyên ENKSê de tine ne û biryar di vê derbarê de bi yekdenkî tên standin. + +Dawûd da zanîn ku nakokî di nava ENKSê de tenê di warê rêkxistin û mîkanîzmên kar de hin caran derdikevin, lê çareserkirina van nakokî û nêrînên cuda û peydakirina mîkanîzmên rast di nava ENKSê de bi danûstandinê tê kirin. + +Ji aliyê xwe ve Endamê sekreteriyeta giştî ya ENKSê Ehmed Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ENKsê di civîna xwe ya dawî de ku roja duşemê bi dawî hatibû, biryara lidarxistina konferansa çareserkirina pirsa Kurd daye, lê hûrgiliyên vê konferansê behs nekirine û ti komîteyên amadekar ji bo cîbicîkirina vê biryarê destnîşan nekirine. + +Derbarê pêwendiyên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de Silêman tekez kir ku ti merc ji bo diyalogê ligel EGRKê tine ne, lê belê kiryarên saziyên ser bi vê encûmenê ve rê li pêş diyalokê û lihevkirinê xweş nakin. + +Silêman got EGRKê carekê ENKSê ji bo tevlîbûna nav rêveberiya xweseriyê vedfixwîne, carekê pêşinyara yekgirtina opozîsyona Sûriyê dike, lê belê her tiştê bi serê xwe dike û kiryarên nayên qebûlkirin li dijî alî û pêkhateyên ENKSê dike. + +Serkirdeyê ENKSê Ehmed Silêman got ku eger EGRKê û saziyên wê dest ji van kiryaran bernedin û li rêkeftinên di navbera her du encûmenan de venegerin û pabendî xalên rêkeftina Hewlêrê nebin wê ti karên hevbeş ligel wan bi ser nekeve. + +Diyar e ku rêya sepandina çareserkirina pirsa Kurd li ser alî û pêkhateyên din ên Sûriyê û wergirtina piştgiriya herêmî û navdewletî ji bo vê çareserkirinê berî her tiştê di yekrêzî, yekdengî û yekhelwesta alî û pêkhateyên siyasî yên Kurd re derbas dibe û jidiliya van aliyan bi rêkxistina mala Kurd tê pîvan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku ew dixwazin bi Bexdayê re bigihîjin çareseriyekê lê eger ev yek çênebe dê ";rêyên din"; bidin pêşiya xwe. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji Rûdawê re li ser serdana xwe ya Brîtanyayê axivî û got, civîna me bi rayedarên Brîtanya re baş bû û emê hewl bidin ku neft û gaza Kurdistanê bigihînin Ewropayê. + +Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got, em dixwazin bi Bexdayê re bigihîjin çareseriyekê lê eger ev yek çênebe emê rêyên din bidin pêşiya xwe. +Li benda agahiyên zêdetir bin… + +Amed (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi beşdarbûna rêveberên bajêr û sazî û dezgehên sivîl li NavendaPêşangeh û Kongreyan a Amed'ê bi merasîmekê hate vekirin. Nêrîna giştî ya Sazî, dezgeh û kesayetên tevlî pêşangehê bûn ew bû ku pêwîste dicivakê de her dem xwendin û nivîsandin li pêş be û hêmû pirsgirêk bi rêya pênûs û ramanê werin ziman. + +Pêşangeha Pirtûkan a pêncemîn ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê li dar xistin li Bakûrê Kurdistanê li Amedê destpêkir. Di pêşangehê de pêkane ku xwendevan ji her mijarê pirtûkan bi dest bixin û sûdê werbigrin. Ji ber ku bajar Amed bû xwendin û nivîsandina bi kurdî jî derket pêş û li ser birînên zimanê kurdî hatesekinandin. + + Organîzatorên pêşangehê ji ber hestiyariya pêşangehê spasiya rêveberên bajêr kirin. Rêveberên bajêr jî ji bo xebatên bi vî rengî piştgiriya xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku xebatên çandî û hunerî geş bibin. + +Weşanxaneyên ku beşdarê pêşangehê bûn jî di wê baweriyê de ne ku pêşangeh bandoreke baş li ser civakê dike. + +Dirûşmeya pêşangehê ya îsal "Rêwîtiya Ber bi Erdnîgariya Nivîsê ya Qedîm ve" ye. Pêşangeh dê heta 25'ê Gulanê bidome. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her yek ji Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr, û Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîr spartin bo pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistan. + +Li gor yasayên Herêma Kurdistanê divê di heyama 30 rojî de hikûmet bê ragihandin. + +Îro, 20.05.2014, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistamê, Fûad Husên ragihand:";Îro, Sêşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gor benda 12em ji madeya yekem ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du birêz Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî wek serokê encumena wezîran û Qubad Celal Talebanî wek cîgirê wî, bo pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê spartin."; + +Îro, Parlamentoya Kurdistanê her yek ji Nêçîrvan Barzanî wek serokwzîr û Qubad talebanî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kirin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. + +Herihw Fûad Hisên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê fermana pêkanîna hikûmetê îmze kiriye û got, ";Li gor wê fermanê pêwîste Nêçêrvan Idrîs Mistefa Barzanî û Qubad Celal Talebanî di heyama 30 rojî de kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji rayedarên Platforma Demokratên Kurd bi navê Vecîde Karagoz, diyar kir ku ew xwe ji avakirina partiyeke siyasî ya kurdî ya legal li Tirkiyê re amade dikin û da zanîn, navê wê partiyê dê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be. +Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) ku niha wek Platforma Demokratên Kurd xebatê dike, biryar daye xwe wek partiyeke siyasî ya legal organîze bike û navê xwe jî bike PDK. +Platforma Demokratên Kurd par li Hewlêrê di kongreya xwe biryar dabû xwe wek partiyeke siyasî legalîze bike. +Li ser vê mijarê berpirsa rêxistina jinan li nav PDK-Bakûr Vecîde Karagoz, beşdarî bûltena nûçeyên Bakûr a Rûdaw TV bû û ragihand, ev 6 meh in ew mijûlî amadekariyên avakirina partiya xwe ne û da zanîn, dê hewl bidin meha Îlona îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bidin bo wergirtina mohleta xebatê. +Vecîde Karagoz, anî ziman ku partiya wan dê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be û tenê bi pirsgirêkên kurdên Tirkiyê re mijûl be lewma nabe partiyeke Tirkiyê. +Wê rayedara PDK-Bakûr li ser PDK-T ku îsal hat avakirin jî got, partiya me û PDK-T ji hev cihê ne ji ber ku em li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî xebat dikin her wiha em xwedî dîrok, xebat û şehîd in, ya din, partiya me ji sala 1965an ve bi serokatiya Fayîq Bûcak hatiye avakirin. +vecîde Karagoz, li ser derngketina damezirandina PDKê jî got, ev mijar girêdayî şert û mercên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ye û em li gorî rojev û pêvajoyê dimeşin. +Karagoz, li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî axivî û got, pêvajoya aştiyê ne zelal e çimkî ne hikûmet û ne jî aliyê kurd tiştên eşkere û vekirî ji cemawerên xwe re negotine lê em piştgiriya pêvajoyê dikin, helbet serkeftina pêvajoyê nayê wateya çareserkirina pirsa kurd çimkî ev mesele, meseleya Kurdistanê ye. +Wê siyasetmedara Bakûrê Kurdistanê derbarê helwesta PDKa dayîk jî got, me ji gellek rayedarên wê partiyê re gotiye, helbet şert û mercên me mîna wan nîne ji ber ku ewê xwedî dewlet û hêz in lê li Tirkiyê jî êdî şert û merc mîna berê nînin û mirov dikare xebat bike û pêwendiyên PDKa dayîk û Tirkiyê ji me re pir bi sûd e. +Vecîde Karagoz, li ser îhtimala karê hevbeş bi PDK-T re jî got, em û ew cuda ne lê em ti carî dijberiya kurdan nakin û her kes bila xebata xwe bike. +Karagoz, li ser îhtimala ku Ocalan bibe namzedê serokomariya Tirkiyê dê pişta wî bigirin yan na jî got, helbet ev mijar hinekî girêdayî Îmraliyê ye lê eger Ocalan bibe namzed emê piştgirî bidinê. + +Karagoz derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand ku ";wê ev pirsa bêjerê Rûdawê şaş fêm kiriye"; û got ku ";ew piştgiriya projeya BDPê ya derbarê nazmediya Ocalan ji bo posta serokomariya Tirkiyê de nakin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya girêdayî PKKê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi girtin û êrişa li dijî sazî û dezgehên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdsitanê (PÇDK), ku wek şaxê Başûr yê PKKê tê nasîn, yên li Dihok û Zaxo û Hewlêrê tohmetbar dike. Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî jî ragihand, li gorî ku ew agahdar in ti saziyeke fermî yên PKK û PÇDKê li Başûr nîne û ev îdiayên medyaya PKKê ";êrişên organîze"; li dijî PDKê ne. +Bi gotina wê medyayê, di nava wan dezgehan de ku rastî operasyona çekdarên PDKê hatine li gor ku ew dibêje, KNK, ajansa Dîcle, Rêxistina Jinên Star, Navenda Ciwanên Welatparêz, rojnameya Roja Welat û Partiya PÇDK hene. Ew medya diyar dike ku operasyon li Hewlêrê, Zaxo û Dihokê pêk hatiye. +Kongreya Civaka Demokratîk li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û têde got ku divê PDK lêborîna xwe bixwaze û êrîşa çekdarên wê li ser wan dezgehan ziyanê digihîne PDKê bi xwe jî… +Li ser vê mijarê, endamê serokatiya PDKê Elî Ewnî, beşdarî bûltena nûçeyan a saet 19:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti saziyeke fermî yê PKK û PÇDKê li Hewlêr, Dihok û Zaxo tine û îdiayên ku tên kirin tenê qesta wan reşkirina rûçkê PDKê û derxistina astengiyan li pêşiya PDKê ye da ku PDK nekare mafên kurdan biparêze. +Elî Ewnî, anî ziman ku ew saziyên ku tên behskirin saziyên wehmî û derqanûnî ne lewma hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li gorî erka xwe li pey diçin û çi pêwîst be dê bikin û wiha anî ziman: ";Ev kar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye kirin nek PDK, ji ber ku PDK ne dûr û ne jî nêzîk agahdar vê yekê nîne."; +Wî rayedarê PDKê ji PYD, PÇDK û PKKê xwest, hurmeta qanûnên Herêma Kurdistanê bigirin û ewlehiya Kurdistanê têk nedin. +Ji aliyekî din, berpirsekî Partiya Kesk a Kurd li Sûriyê ku hevpeymana PYDê ye li Rojavayê Kurdistanê, Zîrek Şêxo ji Almanya bi telefonê beşdarî bûltenê bû, diyar kir ku nedibû PDKê bi ser sazî û dezgehên PÇDKê de girtiba ji ber ew sazî, saziyên sivîl in. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzerên rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdulla Ocalan daxwazek pêşkêşî desteya dozgerê gitşî li Bursa kirin, bi mebesta encamdana serdanekê bi Ocalan re. + +Piştî ku ji dema destpêkirina proseya aşitiyê çend carekê şanda danûstandinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Ocalan li girtîgeha Îrmaliyê kirin, îro, 20.05.2014, parêzerên Ocalan jî daxwazek pêşkêş kirin da ku sibê, Çarşemê, serdana navborî bikin. + +Li gor zaniyariyan, heta niha desteya dozgeriya giştî ya bajarê Bursayê bersiva daxwaza parêzerên Ocalan nedaye û nediyar e ka ew serdan dê bê encamdan yan na. + +Ji roja 27.07.2011an ve û heta niha bi hêncetên cuda, rêgirî li çûna parêzerên Ocalan bo serdana wî hatiye girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û hêzên asayişê ji aliyekî û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê li aliyê din de derket. + +Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku di encama şerê ku duh dora saet 1.30 piştî nîrvro bi dema Hesekê destpêkir de, ";3 şervanên YPGê û asayişekî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin";. + +Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku piştî şer, ";YPGê dest danî ser avahiya rêveberiya avê, navenda agirvemirandinê, rêveberiya avdaniyê û rêveberiya alîk û elefê li nav bajarê Hesekê";. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê şerê navbera her du aliyan piştî wê yekê destpêkir ku çekdarên alîgirên rejîmê xwestin xaleke kontrolê ango seytereyekê li çerxerêya Ezîziyê li hember seytereya hêzên asayişê danin. + +Duh jî hêzên asayişê û YPGê ku ser bi PYDê ve tên naskirin, ji dikandarên Kurd li taxa Ezîziyê xwestibûn ku dikanin xwe bigirn û di nav malên xwe de bimînin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ev 15 rojin ku derdora 25 mamostayên Kurd û 15 hemwelatiyên xelkê herêma Kobanî ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve li herêma Munbicê hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Roja 7ê gulanê dora 50 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî li ser rêya Helebê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û pişt re nêzîkî 10 kesan ji wan berdan û yên din hîn girtî ne. + +Di nava girtiyên Kurd 25 mamostayên dibistanan hene ku ew bi mebesta wergirtina mûçeya xwe ji hikûmeta Sûriyê çûbûn bajarê Helebê û di rêya vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞ ve hatin girtin. + +li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çekdarên DAÎŞ ji girtiyên Kurd re gotiye heta ku girtiyên wan ên di destê YPGê de neyên azadkirin, ewê jî neyên berdan. + +Tê gotin ku grûpeke ser bi opozîsyona Sûriyê ve berî ku ji bajarê Munbicê derbvikeve, çend girtiyên DAÎŞê yên li cem xwe radestê hêzên YPGê li Kobanî kirin û di nav de emîrekî DAÎŞê jî heye, lê heta YPGê ev yek piştrast nekiriye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara nû ya çapa Ewropa ya Rûdawê bi çend mijarên girîng û balkêş wê sibê têkeve ber destê xwendevanên li Diyasporayê. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdawê di hejmara xwe ya 250 ya vê heftiyê de bal dikişîne ser çend mijarên siyasî, aborî, çandî û civakî yên girêdayî Kurdan. + +Herwiha 2 hevpeyvînên cuda ligel Serokê berê yê Partiya Îslamî li Iraqê Dr. Muhsin Ebdilhemîd û nazmedê hejmar 8 yê Partiya Jîngehê ye ji bo Parlamentoya Ewropayê Kurdo Baksî hatine kirin. + +Di vê hejmarê de hilbijartinên meclîsa şaredariya Duisburgê û gotarên çend nivîksarên Kurd jî cih digirin. +Çapa Ewropa ya Rûdawê her hefte roja pêncşemê derdikeve û li seranserê Ewropayê tê belavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike, herwiha ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku êrîşîn li dijî kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê dibin, rawestîne. + +ENKSê di dawiya civîna xwe ya ku roja 17ê gulanê destpêkir û roja 19ê gulanê bi dawî hat de, daxuyaniyeke berfereh derxist û tê de bal kişande ser rewşa niha ya Sûriyê, têkiliyên ENKSê ligel hevpeymaniya opozîsyonê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, hilbijartinên serokatiya Sûriyê û rewşa ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, ENKSê tekîd kir ku divê şoreşa aştiyane li herêmên Kurdan bê parastin û çareseriyeke siyasî ji bo krîza ku ev 4 sale li Sûriyê didome, bê dîtin. Ji bo vê yekê jî ji hêzên opozîsyonê xwest li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş derbarê şoreşa Sûriyê de li hev bikin û helwesteke aşkeretir derbarê ";terorê"; de bidin û serxwebûna biryara xwe biparêzin. + +ENKSê ku di dawiya sala 2013an de tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bûye û 11 nûnerên wê di nav de hene, rexne li hevpeymaniyê kir û jê xwest ku pêgirê naveroka wê rêkeftinê bibe ku ligel ENKSê hatiye îmzekirin û behsa mafên Kurdan dike. Herwiha daxwaz ji hevpeymaniyê kir ku êdî navçeyên Kurdan piştguh neke û wan ji alîkariyên mirovî û hawarçûnê bêpar nehêle. + +Derbarê rewşa Kurdan de, ENKSê diyar kir ku xema wê ya sereke ewe ku aştiya civakî ya navbera hemû pêkhateya were parastin, lê dilgiraniya xwe li hember wan kiryarên ";neberpirsyar"; anî ziman ên ku hêzên asayişê derheqê endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê pêk tîne û wek ";armancgirtina ENKSê"; da zanîn. + +ENKSê bal kişande ser yasaya partî û hilbijartinan ku ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk ve ya ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, hatine derxistin û got ku ";ew yasa û hilbijartin nerewa ne û xizmeta yekîtiya Kurdan nakin";. Herwiha bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku tevlî diyalogeke cidî bibe ji bo çareserkirina nakokiyên heyî. + +Di vê dema dawî de, hejmarek Kurdên Rojavayê Kurdistanê dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li ser sînor rastî êrîşan hatin û hinek ji wan bi guleyên hêzên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest û hinek jî birîndar bûne. ENKSê jî ev yek şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku van êrîşan rawestîne û ji rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî xwest ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin daku ";van destdirêjiyên ne mirovî"; rawestîne. + +Derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryare roja 3yê hezîranê bên kirin û dibe ku li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê wek Qamişlo û Hesekê jî birêvebiçin, ENKSê ragihand ku ew hilbijartin li dijî rêkeftina Cenêv1 e û astengiyên zêdetir li ber çareseriya aştiyane dadine, ji ber vê yekê jî ENKSê biryar da wan hilbijartinan boykot bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda HDPê ku ji cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder û wekîlên koma partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tê ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di 26ê nîsanê li girava Îmraliyê de hevdîtinan pêkanîn û roja 17ê gulanê li çiyayê Qnedîlê bi berpirsên KCKê re jî li ser nêrîn û helwestên Ocalan û hikûmeta Tirkiyê hevdîtin kirin, roja 20 gulanê jî bi komîteya berpirsa pêvajoya aştiyê ya hikûmeta Tirkiyê re civiya. + +Şanda HDPê ku bi cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay û wezîrê dadê Bekîr Bozdag û wezîrê karê hundir Afkan Ala re nêzîkî saetekê û pênc deqeyan hevdîtin pêk anî, piştî ji civînê derketin agahî derbarê wê civînê de dan raya giştî. + +Sirî Sureya Onder ji raya giştî re diyar kir ku wan li ser geşadanên vê dawiyê yên li dijî çêkirin û avakirina qereqol û qeleqolan û rewşa pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin. + +Onder got ";hevdîtinên me bi berpirsên hikûmetê re di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bû, me li ser geşedanên vê dawiyê û tiştên ku pêwîste bê kirin axifîn û her du alî destnîşan kirin ku qonaxa borî ku bê şer derbas bûye, pêwîste bê parastin û berdewam bibe, herwiha me ramanên rêberê PKKê Abdullah Ocalan û yên berpirsên KCKê û nêrînên saziyên sivîl derbarê pêvajoyê de bi hikûmetê parve kir";. + +Onder destnîşan kir ku ev civîn yek ji civînên rotînî yên bi hikûmetê re tên kirin in û got ku wan nêrînên hikûmetê derbarê pêvajoyê de jî guhdar kirin, hikûmetê jî ji wan re daye xuyakirin ku ew ji bo amedekirina jêrzemîneke qanûnî ji pêvajoyê re dixebitin. + +Li ser pirsa ku ewê kengî biçin Îmraliyê Sirî Sureye Onder got ku tê çaverêkirin ew di dawiya vê heftiyê yan heftiya bê de biçin girava Îmraliyê. + +Li aliyekî din Îdrîs Balûken jî derbarê hevdîtinê de diyar kir ku wan bi berpirsên hikûmetê re li ser rewşa pêvajoya aştiyê danûstandin kirin û rewşa ku ev qonaxa aştiyê gihiştiyê nirixandin. + +Balûken herwiha got ku wan hevdîtinên Qendîlê kirin û dîsa helwestên gelek saziyên sivîl derbarê van geşedanên dawî û pêvajoya aştiyê de ji nûnerên hikûmetê re ragihandin û wê ev hevdîtin di rojên bê de dîsa berdewam bibin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenter berê û siyasetmedarê Kurd Xetîb Dicle ragihand ku Amerîka û Yekîtiya Ewropa naxwazin pirsgirêka Kurd li ser bingeha hevgirtên gel a li Rojhilata Navîn çareser bibe, ji ber ku, bi gotina wî, yê ev pirsgirêk afirandiye Împaratoriya Îngilîz û Faransa piştî perçekirina Kurdistanê bi xwe ne. + +Dicle ku di girtîgeha Amedê de hîn girtiye Xetîb Dicle di hevpeyvînekê ligel Aljazîra Tirkiyê de got ku ";heta aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn çênebe û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke aştiyane çareser nebe, kes nikare behsa berdana çekan li her çar perçeyên Kurdistanê bike";. + +Siyasetmedarê Kurd Hatîb Dicle diyar kir ku ";serokwezîrê Tirkiyê Erdogan naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde û bingehîn çareser bike"; û got ";Erdogan dixwaze di rêya hinek guhertinan bêje min pirsgirêk çareser kir, lê ti pirojeyeke wî ya zelal tine ye û gelek caran ew biryarên ku şanda MÎTê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re distînin yan jî digihêjin hinek encaman, Erdogan dibe asteng li pêş pêkanîna wan, îcar ew polîtîkaya dem derbas kirinê û bê ku pirsgirêk bê çareser kirin, wê rêya aşitiyê bixetmîne û îhtîmale ku sebra rayedarên KCKê jî li hemberê wê nemîne";. + +Parlamenterê Partiya Ked a Demokratîk (DEP) destnîşan kir ku di sala 2007an de wî daxuyaniyekî dabû û dadgehên Tirkiyê jî ew daxuyaniya wî hêştin heta ku sala 2009an hilbijartin çêbûn û got ";min di roja 12ê hezîrana 2009an de 83 hezar deng bi dest xistin û serkeftin pêkanî, lewra dadgehê doz li dijî min vekir û ez ji endamtiya parlamentoyê avêtim û xistim zindanê";. + +Hatîb Dicle anî ziman ku ";hikûmeta Tirkiyê niha dibêje, wan ev operasyona KCKê li 2009an nekiriye û daxuyaniyên xwe li wê demê ji bîr dikin, Erdogan û cîgirê wî Beşîr Atalay wê demê gotin ku ew piştgiriyê didin wan operasyonan û serokê niha yê parlamentoyê Cemîl Çîçek wê demê berpirsê rêxistina Tekoşîna Li dijî Terorê ku operasyon li darxistin bû";. + +Dicle da zanîn ku ";ji xwe ew operasyonên KCKê li dijî çareseriya siyasî ya pirsgirêkê Kurd bû û li dijî siyasetmedaran bû, ji ber wê jî piştî wê qonaxê di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de pevçûnên dijwar derketin";. + +Derbarê neberdana wî ji girtngehê de Dicle got ";Hemû dadwer û dozgerên Tirkiyê xwedî yek helwestî ne li dijî doza kurd û siyasetmedarên Kurdan yanî kesekî wek min ku temenê xwe bûye 60 sal dikeve hişan ku ewê ji zindanê derkeve û here bibe gerîla!?";. + +Dicle diyar kir ku ji bo ku dadgehê ev yek kir hêncet û ew bernedan û li gor ku wî heta niha di ezmona zindanê de dîtiye, dadwer û dozgerên Tirkiyê qet naxwazin dadî, wekhevî û azadiya welatiyan pêk bînin, tenê ew ji bo parastina dewletê kar dikin û ";Kurdan weke dijminê vê dewletê dibînin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Qeterê Nîzar Hirakî ragihand ku ji 21 welatên erebî, bi tenê 10 welat wê nehêlin hilbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka wan werin kirin. + +Hirakî di daxuyaniyekê de got ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li li Qeter, Kuwêt û Erebistana Siûdiyê nayên kirin, lê belê ewê li Behreyn, Urdun û Îmarata Erebî birêvebiçin. + +Ji aliyek din ve berpirsekî di wezareta derve ya Misrê de ji medyaya welatê xwe re ragihand ku hilbijartinên Sûriyê li ser xaka Misrê nayên kirin. + +Herwiha medyaya lîbî û ya yûnisî li ser zarên berpirsên peywendîdar veguhestiye ku hillbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka wan nayên lidarxistin. + +Wezareta derve ya Sûriyê berî niha di daxuyaniyekê de aşkere kir ku çend welatên erebî hene nûnertî û balyozxaneyên Sûriyê lê nehatine vekirin Wek Filestên, Cîbûtî , Cuzir el-Qemer Somal, lewra hilbijartin li wir jî nayên kirin. + +Li gor yasaya hilbijartinan a Sûriyê ku di adara borî de hat serastkirin, wê dengdana ji bo hilbijartinên serokatiyê li derve roja 28ê gulanê birêve biçe û dengdana giştî li hundir Sûriyê jî di 3yê heyva hezîranê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdanekê ber bi Ewropayê ve birêket û biryar e serdana Fransa, Îtalya û Vatîkanê bike. + +Li gor daxuyaniyeke serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî wê li Fransayê ligel serokê Fransa François Hollande û rayedarên din ên wî welatî bicive. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Barzanî wê serdana Vatîkanê jî bike û ligel papa Francis ê yekem bicive û derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike. + +Barzanî wê pişt re li Îtalyayê ligel rayedarên wî welatî jî bicive. + +Serokê Herêma Kurdistanê wê di civîn û hevdîtinên xwe ligel rayedarên Fransa û Îtalyayê de bi awayekî giştî têkiliyên dualî di navbera Hewlêr û Parîs û Romayê de gotûbêj bike. + +Şingal (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên 2010an ên Parlamentoya Iraqê li navçeyên Şingal û Zumarê de 6 kursî bi dest xistin, lê di hilbijartinên 30ê nîsanê de bi tenê nîvê wan bi dest xistin. + +Serbest Bapîrî derbarê vê yekê de dibêje ";Di hilbijartinên 2010an de rêjeya dengdanê li navenda bajarê Mûsilê 20%, lê vê carê 60% bû, lewra guhertin di proseyê de çêbû, me wek şaxê 17 ê PDKê 3 namzed biserxistin û 3 şaxên me yên din li Mûsil, Şêxan û Mexmûrê 3 namzedên din biserxistin";. + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ti kursiyek li Şingalê bi dest nexist. + +Tevgera Êzdiyan ku ti baweriya wê bi kurdbûna Şingalê tinen ye, di hilbijartinên 30ê nîsanê de 3 kursî bi dest xistin. + +Amûdê (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajêr ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) ve tê naskirin, hat girtin. + +Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Mihemed Xêr Bengo ku bi xwe ji bajarê Amûdê ye û li Stenbolê dimîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";duh hêzên asayişa PYDê endamê serbixwe yê şaxê ENKSê li Amûdê Hisên Şihadê girtin";. + +Bengo diyar kir ku ";di dema girtina wî de asayişa PYDê jê re gotiye ku ewê 3 rojan li cem wan girtî bimîne";. + +Bengo herwiha got ku ";Hisên Şihadê kesayetiyeke civakî û niştimanperwer a navdare li bajarê Amûdê û gelek çalakiyên civakî û mirovî di xizmeta xelkê Amûdê de kirine";. + +Hisên Şihadê di dema bûyerên ku di hezîrana sala 2013an de li Amûdê qewimîn de, ji aliyê asayişê ve hatibû girtin û çend rojan di zindana wan hêzan de mabû. + +Bengo tevî şermezarkirina girtina wê kesatiya civakî, got ku ";Hisên Şihadê kesayetiyeke serbixwe ye û temen mezine û girtina wî cihê mixabiniyê ye";. + +Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê girtina Hisên Şihadê de nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê, roja 17.05.2014, hemû alî rêkeftibûn li ser pêkanîna komîteyeke danûstandinan bo encamdana hevdîtin û danûstandinan ligel aliyên Ereb li Iraqê bo mebesta pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, navê endamên komîteya danûstandinan ligel Bexdayê bi vî awayî ye: + +Dr. Roj Nûrî Şaweys, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê. + +Celal Cewher, ji aliyê Tevgera Gorranê. + +Bîlal Silêman, ji aliyê Komela Îslamî ya Kurdistanê. + +Dr. Kawe Mehmûd, ji aliyê lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye destnîşan kirin. + +Herwiha çavlirê ye ku her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê nûnerên xwe destnîşan bikin da biryara pêkanîna wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve were derkirin û ew komîte dest bi karên xwe bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê konseya rêveber a KCKê û serokê serfermandariya hêzên HPGê Murad Karayilan ragihand ku ew bi talîmatên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve heta dawiyê girêdayîne û piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. + +Karayilan di nîvîseke xwe ya li rojnameya Aerxwebûnê de diyar kir ku pêvajoya aştiyê sê qonax bûn, ya yekem agirbest û vekşîna gerîla bû, ya duyem dewlet jêrzemînekî qanûnî ji pêvajoyê re çê bike û sêyem qonaxa normalbûn û hev afkirinê bû. + +Murad Karayilan destnîşan kir ku pêwîstbû piştî qonaxa sêyemîn hemû girtiyên siyasî yên Kurd û di nav de Ocalan serbest bihatiana berdan û hemû kêşeyên pirsgirêka Kurd çareser bibiya. + +Serokê serfermandariya HPGê da zanîn ku ew li pêvajoya aştiyê qet ne poşmamin, ji ber ku ew aştiyê dixwazin û şer naxwazin û ew ji bo aşitiyê jî bi biryarin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Portala Rûdawê encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê belav dike, ku ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya HIlbijartinan li Iraqê gihiştine dest. +Li gor encamên di dest Rûdawê de encam bi vî awayî ne: +Parêzgeha Silêmaniyê: +Tevgera Gorranê: 12 kursî + +Yekîtiya NIştimanî ya Kurdistanê: 11 kursî + +Partiya Demokrata Kurdistanê: 3 kursî + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 kurîs + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 2 kursî + +Kota Mesîhiyan: 1 kursî + +Parêzgeha Hewlêrê: + +PDK: 12 kursî + +YNK: 6 kursî + +Tevgera Gorranê: 4 kursî + +Komela Îslamî: 2 kursî + +Yekgirtûya Îslamî: 1 kursî + +Parêzgeha Dihokê: + +PDK: 19 krsî + +Yekgirtûya Îslamî: 3 kursî + +YNK: 2 kursî + +Tevgera Gorranê: 1 kursî + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Sêrtê ji aliyê polîs û tîmên taybet ên ";Rêxistina Tekoşîna li dijî Terorê"; ve operasyonek hat lidarxistin û di encam de 20 ciwanên rêxistina PKKê hatin binçavkirin. + +Li gor medyaya Tirkiyê, li taxên Conkbayik û Dumlupinar ên bajarê Sêrtê li Bakurê Kurdistanê di saetên sibehê de polîs û tîmên taybet bi ser malan de girtin û 20 ciwanên ku alîgirên PKKê ne binçav kirin. + +Hat ragihandin ku ew 20 ciwanên PKKê niha li rêveberiya Polîsan a Sêrtê ne û lêpirsîn bi wan re tê kirin. + +Li aliyekî din jî malbatên wan ciwanan ji bo zarokên wan bên berdan, serî li saziya Mafê Mirovan ÎHDê dan. + +Wek tê zanîn berî du roja li navçeya Çataqê li Sêrtê gerîlayên PKKê kamyoneke ku di avakirina qereqolan de kar dikir şewitandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hunermend û helbestvanê navdar ê Kurd Ebas Kemendî ji ber nexweşiyê çû ber dilovaniya xwe. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê duh bi şev hunermend û helbestvanê Kurd Ebas Kemendî ji ber nexweşiya dil duh êvarî derbasî nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bû û îro serê sibehê koçaw dawî kir. + +Cenazeyê Ebas Kemendî wê îro saet 4ê êvarî bi dema Sine li goristana Beheşta Mihemedî li bajarê Sine bi beşdariya hunermendekî navdar ê Mihabad û Sineyê ku navê wan nehatiye aşkerekirin, bi xakê bê spartin. + +Ebas Kemendî sala 1952yan li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve bi wêje û çanda Kurdî û hunerê re bû. Wî heta dawiya jiyana xwe dest ji çand û muzîka Kurdî berneda. + +Ebsa Kemendî di hunera xwe de teqlîda kesî nekiriye û bi xwe dahêner bûye. + +Di 18 saliyê de ji aliyê radyoya Sine ve hat vexwendin ku li wir kar bike. Dengê wî di radyo û televizyonên cuda yên îranî û kurdî hatiye tomarkirin, herwiha heyamekê jî bi Kamkaran re hevkarî dikir. + +Muzîka wî jî piranî behsa evîn û evîndariyê dikin û dibe ku behsa evîna dilê wî kiribin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hejmara dengên serokên lîsteyên Tevgera Gorran ji bo encûmena parêzgeha Silêmaniyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo encûmena parêzgeha Hewlêrê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo encûmena parêzgeha Silêmaniyê bi vî awayî ne: + +Namzedê hejmar 1 ê Tevgera Gorranê Heval Ebûbekir 241 hezar û 241 deng. + +Namzedê hejmar 1 ê PDKê Newzad Hadî 144 hezar û 541 deng. + +Namzedê hejmar 1 ê YNKê Aso Ferîdon 104 hezar û 424 deng. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê wê îro encamên hilbijartinên 30ê nîsanê yên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê aşkere bike. + +Li gor zaniyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên komîsyona hilbijartinan bi dest xistine, encamên hilbijartinan bi avî awayî ne: + +Partiya Demokrat a Kurdistanê: + +Li parêzgeha Hewlêrê 372 hezar û 607 deng bi dest xistine û 12 kursî di encûmena parêzgehê de misoger kirine. + +Li parêzgeha Silêmaniyê 86 hezar û 655 deng bi dest xistine (3 kursî) + +Li parêzgeha Duhokê 357 hezar û 392 deng (19 kursî) + +Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: + +Li parêzgeha Hewlêrê 168 hezar û 603 deng (6 kursî) + +Li parêzgeha Silêmaniyê 318 hezar û 723 deng (11 kursî) + +Li parêzgeha Duhokê 40 hezar û 796 deng (2 kursî) + +Tevgera Gorran: + +Li parêzgeha Hewlêrê 108 hezar û 117 deng (4 kursî) + +Li parêzgeha Silêmaniyê 359 hezar û 600 deng (12 kursî) + +Li parêzgeha Duhokê 22 hezar û 855 deng (1 kursî) + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: + +Li parêzgeha Hewlêrê 57 hezar û 907 deng (2 kursî) + +Li parêzgeha Silêmaniyê 55 hezar û 457 deng (2 kursî) + +Li parêzgeha Duhokê (0 kursî) + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: + +Li parêzgeha Hewlêrê 27 hezar û 713 deng (1 kursî) + +Li parêzgeha Silêmaniyê 66 hezar û 97 deng (2 kursî) + +Li parêzgeha Duhokê 62 hezar û 162 deng (3 kursî) + +Li parêzgeha Silêmaniyê jî, Hevpeymaniya Niştimanî ku Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê li nav xwe digire, 10 hezar û 512 deng bi dest xistine û 1 kursî misoger kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sibehê bombeyeke vedayî li pêş dibistaneke taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da. + +Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku vê sibehê dora saet 8.30 bi dema Hesekê, piştî ku xwendekarên pola 9 derbasî nava dibistasnê bibûn da ku ezmûnên xwe pêşkêş bikin, bombeyeke vedayî li pêş dibistanê teqiya. + +Çavkaniyê diyar kir ku di encama teqînê de hemwelatiyekî ku bavê xwendekareke wê dibistanê ye, jiyana xwe ji dest daye. + +Çavkaniyê da zanîn ku piştî teqîna bombeyê û bi sedema tirsê tevlîhevî di nava dibistanê de çêbû û hinek xwendekar ji odeyan derketin, lê rêveberiya dibistanê xwendekar li odeyan vegerandin û ezmûnên xwe bi serî kirin. + +Bajarê Hesekê ku navenda parêzgehê ye, di navbera hêzên rejîm, çekdarên alîgirên rejîmê, asayiş û YPGê de dabeşkirî ye. + +Ji roja sêşemê ya borî ve şer û pevçûn di navbera YPGê û asayiş ji aliyekî û çekdarên alîgirên rejîmê de li aliyê din li Hesekê derketine û heta niha berdewam in. + +Li gor ragihandina YPGê, di şerê roja sêşemê û heta duh sibehê jî 3 şervanên YPGê û asayişekê jiyana xwe ji dest dan û 10 çekdarên alîgirên rejîmê jî hatin kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê wê sibê înê xwepêşandanekê li bajarê Hewlêrê ji bo aktîvkirina ENKSê û li dijî girtin û derkirina xelkê ji Rojavayê Kurdistanê li dar bixe. + +Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek derxist û tê de bang li xelkê kir ku tevlî xwepêşandana wê bibin a ku biryar e sibê saet 5ê piştî nîvro li bajarê Hewlêrê were lidarxistin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku armanca xwepêşandanê ";aktîvkirina ENKSê û li dijî milmilaneya di navbera Kurdan xwe bi xwe de ye";. + +Her li gor daxuyaniyê, di xwepêşandanê de wê çend druşm bên bilindkirin wek ";na ji bo siyaseta tekane û dûrxistinê, belê ji bo hevbeşiya rasteqîne";, ";divê hevpeymaniya opozîsyonê pêgirê rêkeftina ku ligel ENKSê îmze kiriye bibe"; û ";şermezarkirina kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê";. + +Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di druşmeke xwe de dibêje ku ";armanca kiryarên PYDê ewe ku jiyana siyasî li navçeyên Kurdan bi daw’ were";. Wek amajeyekê ji bo derkirina çend serkirde û endamên Partiya Demokarat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ji Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên asayişê hatiye kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor encamên dengên ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêms Kurdistanê de bi dest xistine, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duyem e. + +Li gor zaniyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên komîsyona hilbijartinan bi dext xistine, encamên dengên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de wiha ne: + +PDK: 816 hezar û 645 deng (34 kursî) + +YNK: 528 hezar û 122 deng (19 kursî) + +Tevgera Gorran: 490 hezar û 572 deng (17 kursî) + +Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 155 hezar û 972 deng (6 kursî) + +Komela Îslamî ya Kurdistanê: 116 hezar û 364 deng (4 kursî) + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku ew kesên tevlîbûna BDPê ji HDPê re ewqas rexne dikin nêzîkatiyên wan yên siyasî ne cidî ye û ti armancên wan yên siyasî tine ne. + +Bayik di nîvîseke xwe de bi zimanê Kurdî ku di rojnameya Azadiya Welat de hatiye belavkirine, dibêje ku ";eger pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser nebe, Tirkiyê nabe demokratîk û eger Tirkiyê nebe demokratîk jî pirsgirêka Kurd çareser nabe";. + +Cemîl Bayik destnîşan kir ku ";gelek aliyên çepgir li Tirkiyê dibêjin HDPê nabe partiya demokratîk a Tirkiyê û hin aliyên Kurd jî ditirsin ku bi tevlîbûna BDPê ji HDPê re hêzên siyasî yên Kurd dihele, ew jî ji ber ku nêzîkatiyên wan ên siyasî tine ne, lewma wiha dibêjin";. + +Hevserokê KCKê da zanîn ku ";projeya damezirandina HDPê wê Tirkiyê berve demokrasiyê bibe û Kurdan jî berve azadiyê";. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêveberiya herêma Kobanî ya ku di dawiya meha çile de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, rê li ber peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê girt û nehişt karê xwe yê rojnamevanî bike. + +Îro civîna yekem a fermî ya rêveberiya kantona Kobanî li bajêr hat lidarxistin, lê rêveberiyê nehiştî peyamnêrê Rûdawê civîna wan bişopîne û civîn lê qedexekirin. + +Peyamêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo derbarê vê yekê de ragihand ku ew li ser vexwendina ofîsa ragihandina rêveberiya kantona Kobanî çû cihê civînê da ku civînê bişopîne û encamên wê ji raya giştî re rabigihîne. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku piştî ew gihişte cihê civînê, ji aliyê heman ofîsê ve rê lê hat girtin û nehiştin derbas bibe û civînê bişopîne. + +Ev ne cara yekem e ku peyamnêrên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên li wir ve tên qedexekirin, tevî ku Tora Medyayî ya Rûdawê ruxseta wê ya fermî heye ku ji ";Yekîtiya Ragihandina Azad"; a ku li Rojava xwe wek saziya berpirsyara karê rojnamevaniyê dide naskirin, wergirtiye. + +Berî niha rê li peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo li bajarê Amûdê jî hatibû û nehiştin ku civîna encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ku taybet bû bi gotûbêjkirina yasaya hilbijartinan, bişopîne. + +Herwiha di 18ê nîsanê de peymanêrê Rûdawê li Qamişlo Pêşewa behlewî ji aliyê grûpeke çekdarî ve ku xwe wek ";saziya malbatên şehîdên YPGê"; dabûn naskirin, hat revandin û pişt re bo Başûrê Kurdistanê hat derkirin û niha li bajarê Duhokê karê xwe yê rojnamevaniyê berdewam dike. + +Li herêma Efrînê jî, peyamnêrê Rûdawê Comerd Hemdoş ji ber gefên girtinê yên ku asayiş û hêzên YPGê lê dixwarin, neçar ma ji herêma xwe derbikeve û ji wê demê de ew li Bakurê Kurdistanê dimîne û ji tirsa girtin û kuştinê nikare vegere warê xwe û karê rojnamevaniyê berdewam bike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê Mihemed Mehmûd Beşar jî di dawiya meha borî de ji aliyê hêzên YPGê ve hat girtin û piştî çend rojan hat berdan. + +Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas di 1ê gulanê de raporteke taybet li ser binpêkirinên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayiş û YPGê ve li dijî rojnamevanan tên kirin, belav kir û tê de bi berferehî li ser qedexekirina karê çend peyamnêrên Tora Medyayî ya Rûdawê û çend rojnamevanên din ên Kurd sekinî bû. + +Di raportê de, Peyamnêrên Sînornenas dilgiraniya xwe li hember rewşa rojnamevaniyê li navçeyên ku di bin kontrola PYDê de ne anîbû ziman û jê xwest ku rêz li azadiya rojnamevaniyê bigre. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê eşîreta Jîrka, Cemîl Oter ragihand ku di vî şerê 30 salî de ti êşek nema ku wan ne dît, lê ew her tim ji bo aştî, lihevhatin û hevafokirinê di navbera wan û PKKê de amede ne. + +Oter ji medyaya Tirkiyê re diyar kir ku ";ew ti carî ne bi bijara şer re ne û her tim alîgirê aştiyê ne, ji ber wê jî ew heta dawiyê piştgirî didin pêvajoya aştî û çareseriyê ku dewleta Tirkiyê pêvajo qebûl bike ew wek Kurd berî her kesî qebûl dikin";. + +Cemîl Oter bang li serokên CHPê û MHPê kir û got ku ";ew bi qasî kemal Kiliçdaruglu û Devlet Bahçelî Tirk e, lê ew bi qasî wî Kurd in";, herwiha ji wan xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd. + +Eşîreta Jîrka ku li navçeya Beytuşebaba Şirnexê niştecî ne, yek ji eşîrtên ku karê cerdevaniyê dikirin û li hember PKKê çek hilgirtibûn û di şerê bi PKKê re 87 kesê wan hatin kuştin û 60 kes jî seqet bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çend roj mane û wê hilbijartinên serokatiya Sûriyê birêve biçin, lê pirsa ewe ku li Rojavayê Kurdistanê ku rêveberiyeke xweseriya demokratîk tê de ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, dê ew hilbijartin bên kirin yan na. + +Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de Omer Osê ji rojnameya el-Weten a nêzîkî hikûmeta Sûriyê re got ku ";ew di serdana xwe ya vê dawiyê bo bajarê Qamişlo de ligel çend serkirdeyên kurd li navçeyên rêveberiya xweser civiyaye û ji wan xwestiye ku sindoqên dengdanê li navçeyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê bên danîn û wan serkirdeyan jî ev yek têgihiştine";. + +Osê navê wan serkirdeyan aşkere nekir, lê tekîd kir ku ";hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê roja 3yê hezîranê bi awayekî normal li navenda bajarê Qamişlo û Hesekê bên kirin û wê gelê Sûriyê bi rêjeya beşdariya xelkê li wan navçeyan matmayî bimîne";. + +Omer Osê anî ziman ku ew geşbîne ku wê hilbijartin li herêmên rêveberiya xweser bêne kirin û aşkere kir ku ";parêzgarê Hesekê û serokê şaxê Partiya Baes li Hesekê jê re tekîd kirine ku ew digel serkirdatiya rêveberiya xweser civiyane û derbarê vê mijarê de li hev têgihiştinek çêbûye";. + +Roja sêşemê, rojnameya el-Binaa ya Libnanî li ser zarê parêzgarê Hesekê Mihemed Zeaal el-Elî belav kiribû ku hilbijartinên serokomariya Sûriyê wê li herêmên di bin destê YPGê de werin çêkirin. + +Berî niha rêveberiyên her sê kantonên Cizîrê, Kobanî û Efrînê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku encamdana hilbijartinên serokatiya Sûriyê di vê qonaxê de ne biryareke rast û hekîm e, lê wan bi aşkere ne got bê ewê bihêlin ev hilbijartin li navçeyên di bin kontrola wan de bên kirin yan na. + +Berûvajî vê yekê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştî civîna xwe ya vê dawiyê li Qamişlo, biryar da ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike û tevlî wan nebe, + +Parlamenterê Kurd Omer Osê derbarê vê yekê de jî dibêje ku ";partiyên kurdî yên ku gotine ewê hilbijartinan boykot bikin, niha li helwesta xwe vedigerin";. Lê wî di heman demê de tekîd kir ku ";eger serkirdeyên Kurd rê nedin hilbijartin li van navçeyan bên kirin, ewê wek Însyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, hemwelatiyan li herêmên rêveberiya xweser bigihînin Qamişlo û Hesekê ji bo ku bikaribin dengê xwe bidin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya destpakiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê serwet û samana xwe ji desteyê re aşkere kiriye. + +Di daxuyaniyê de hatiya gotin ku ";li gor nivîsa serokatiya Herêma Kurdistanê (hejmar D.285) di 22/5/2014 de, serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serwet û samana xwe ji desteya giştî ya destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re aşkere kiriye";. + +Daxuyaniyê amaje bi samana Barzanî nekiriye, lê berî niha serokê desteya destpakiyê Ehmed Enwer di kongreyeke rojnamevaniyê de derbarê aşkerekirina samanên berpirsan de gotibû ku ewê malperekê vekin û tê de hemû formên berpirsên Herêma Kurdistanê yên ku samanên xwe ji desteyê re aşkere kirine, belav bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), peyamek bi helkeftina ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên 30ê Nîsanê belav kir û tê de dilgiraniya xwe ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bi taybetî li Neynewa û Hewlêrê, anî ziman. + +PDK li Hewlêrê 7 kursiyên Parlamentoya Iraqê û li Neynewayê jî 8 kursî bidest xistiye, lê polîtburoya PDK ji van encaman dilgiran e û dibêje: ";Tevî pêgiriya me bi van encaman, em dilgiraniya xwe ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê radigehînin, me pêşbîniya kursiyên zêdetir dikir, bi taybetî li Hewlêr û Neynewayê."; + +Derbarê têbîniyan li ser encamên hilbijartinan bi giştî, poîtburoya PDK di daxuyaniya xwe de wiha ragihandiye: ";Çend kêmasiyek hene ku di stûyê aliyên peywendîdar de ne û pêwîste bên çareserkirin, di vê bare de jî têbîniyên me hene û me pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kiriye û lêkolîn li ser tên kirin."; + +Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de PDK 34 kursî bidest xistine, herwiha bo Parlamentoya Iraqê jî 25 kursî bidest xistine, di daxuyaniya xwe de dibêje jî: ";Bi canê berpirsiyariyê em dê encamên hilbijartinan bipejirînin û wek destkeftek din ya gelê me didin zanîn, girîngtirîn pirs jî di vê qonaxa hestiyar de serkeftina proseyê û zêde pêşveçûn bo gihiştin bi armancên me yên rewa ye."; + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, heta niha jî hinek gund hene ku rêya wan tine û xelkê wan gundan bi hêstir û dewaran kelûpelên xwe vediguhezin. +Qaymeqamê bajarê Selas Babacanî yê girêyî parêzgeha Kirmaşanê, Restgar Yûsifî, di civîna nehîştina qaçaxtiyê de ragihand, bajarê Selas Babacanî ev 11 sal in hatiye avakirin lê heta niha rêya hinek gundên bajêr nehatiye +çêkirin. +Restgar Yûsifî, anî ziman ku bajarê Selas Babacanî bajarekî sînorî ye û 75 km sînorê wê bi Iraqê re heye lewma li ser sînor qaçaxçîtî pir tê kirin û ji ber tinebûna rê pêşiya qaçaxçîtiyê nayê girtin. +Qaymeqamê Selas Babacanî li ser sedemên zêdebûna qaçaxiyê li deverê jî got, xelkê vê deverê bêkar in û pîvan û qanûnên wergirtina bacê jî fişarê dixe ser wan û ti kes jî li deverê berhemanîn nake lewma xelkê neçar dimîne berê xwe dide qaçaxçîtiyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îdîa kir ku du rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana paytextsa Sûriyê, Şamê kirine û ligel rayedarên wî welatî civiyane lê ev nûçe ji aliyê PDKê ve hat redkirin. +TEV-DEMê di daxuyaniyekê de ku îro, 22.05.2014 belav kiriye û tê de dibêje ku di navbera sekreterê Polîtburoya PDKê, Fazîl Mîranî û endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî û hikûmeta Sûriyê de li Şamê hevdîtin çêbûne. +TEV-DEM dibêje, hevdîtina bi dizî ku di navbera PDK û rêjîma Sûriyê de li Şamê çêbûye, bûye sedema wê yekê ku li Hesekê û cihên din rêjîma Sûriyê êrîşan bibe ser hêzên YPGê. +Hewriha TEV-DEM diyar dike ku hinek aliyên Kurdistanî hene hewl didin çeperê li tevgera wan teng bikin. Daxuyanî her wiha diyar dike ku PDK û rêjîma Sûriyê li hev kirine ku êrîş bikin ser hêzên YPG li Hesekê û wan hevdîtinan weke lîstikekê dibîne. +Di bara vê nûçeya TEV-DEM de sekreterê rojnamevanî yê Fazil Mîranî, Xelîl Berwarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ti bingeh ji wê nûçeyê re tine ye, ji ber ku ew bi temamî derew e û ew neçûne Şamê û ligel rêjîmê rûneniştine. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji destpêka kirîza Sûriyê de ta roja îro bi behaneya rewşa aborî ya xerab bi hezaran Kurdên Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûne û li wir bûne penaber. + +Li aliyê din gelek ji xelkê Sûriyê herêmên Rojavayê Kurdistanê aram dibînin, ji ber wê jî gelek malbatên ji parêzgehên wekî Şam, Heleb, Hims û Reqayê li herêma Kobanî bûne koçber û ta vê demê jiyana xwe di dibistanên xwendinê de derbas dikirin. + +Ji ber zêdebûna hejmara koçberên Ereb, kampek ji wan re li herêma Kobanî tê avakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin, partiyên Rojavayê Kurdistanê geşîbîn bûn û di wê baweriyê de ne ku lihevkirina her du partiyan wê bandoreke erênî li ser têkiliyên navbera partiyên kurdî li Rojava jî bike. + +Rêkeftina herî dawî di navbera her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê di dawiya sala 2013an de li Hewlêrê pêk hat, lê ew rêkeftin jî wek yên berê nehat bicihkirin. Tevî vê yekê hinek partî geşbînin ku dê çareseriyeke ji nakokiyan navbera her du encûmena re bên dîtin. + +Nakokiyên herî dijwar li Rojavayê Kurdistanê di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ûp Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê de ne û di vê dema dawî de ev nakokî hîn kûrtir û dijwartir bûn. Endamekî polîtbîroya PDK-Sê jî dibêje ku derfet ji bo karê siyasî yê hevbeş ligel PYDê nemaye. + +Heta niha gelek hewl ji bo li hev anîna her du encûmenên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê serkirde û kesatiyên Kurd li Başûr û Bakurê Kurdistanê ve hatine dayîn, lê ew li hev kirin bi tenê li ser kaxezan dima û li ser erdê pêk nedihat. + +Hewlêr (Rûdaw) – 4 partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî encamên fermî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi taybet encamên hilbijartina endamên encumena parêzgeha Silêmaniyê bi fermî bertek nîşan dan û serî li dadgehê dan. + +Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de li bajarê Silêmaniyê ragihandin, encamên fermî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ku îro hat eşkerekirin, ne li gorî bendewariyê wan de bûye. + +Wan partiyan anîne ziman ku jixw wan beriya niha jî tirs û fikarên xwe li ser guhertin û destkariya encamên hilbijartinan li Silêmaniyê dabûn xuyakirin lê encamên hilbijartinan ev yek rast derxist. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her 4 partiyên hand ê li dijî encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan bi fermî serî li dadgehê bidin û ew hêvîdar in ku dadgeh jî bi awayekî dadperwerane mafên wan bistîne. + +Li parêzgeha Silêmaniyê, ji bilî wan her 4 partiyan, YNK jî di hilbijartinan de hevrikî kiribû lê YNKê berovajî wan partiyan, serkeftina xwe ragihand û diyar kir ku ew encamên hilbijartinan qebûl dikin. + +Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ku îro ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hat eşkerekirin, PDKê 34 kursî, YNKê 19 kursî, Gorranê 17 kursî, Yekgirtî 6 kursî û Komelê jî 4 kursî bidest xistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 4 çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, hatin girtin û hîn asayişê ti daxuyanî nedaye. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê şeva borî hêzên asyişê avêtin ser malên her yek ji D. Luqman Hisên, Îbrahîm Elî, Yasir Hito û Yasir Şingalî li bajarê Amûdê û ew girtin. + +D. Luqman Hisên yek ji serkirdeyên Tevgera Çaksaziyê ya Kurd li Sûriyê ye û nûnerê wê tevgerê ye di şaxê Amûdê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de. + +Her sê çalakvanên din jî endamên Hevrêza Amûdê ne ku yek ji pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ye. + +Her çar çalakvanên Kurd pêşengiya xwepêşandanên nerazîbûnê dikirin yên ku di hezîrana 2013an de li dijî girtina çend çalakvanên bajêr ji aliyê hêzên asayişê derketibûn ku di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. + +Het niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê ti daxuyanî derbarê girtina van her çar çalakvanan de nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê li bajarê Hesekê yê di navbera hêzên YPGê û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê de ji duh êvarî de rawestiyaye û rewşa bajêr aram bûye. YPGê jî wê îro cenazeyên şervanên xwe bi xakê bispêre. + +Roja sêşemê, şer di navbera hêzên asayiş û YPGê ji aliyekî û çekdarên alîgirên rejîmê li aliyê din, li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê destpêkir û pişt re li çend taxên din ên bajêr belav bû. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji duh êvarî de şerê navbera her du aliyan rawestiyaye û heta îro sibehê dengê ti gule û fîşekan I bajêr nehatiye bihîstin. + +Di şerê roja sêşemê de û li gor daxuyaniya YPGê, 3 şervanên YPGê û asayişekî jiyana xwe ji dest dan û 10 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin. + +Biryar e îro cenazeyên her çar şervanên Kurd ku keçek jî di nav de heye, li goristana gundê Dawdiyê bi xakê bên saprtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) ve, rê neda endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku bi rêya deriyê sînorê yê li Kobanî derbasî Tirkiyê bibin. + +Şaxê Kobîanê yê ENKS di daxuyaniykê de ragihand: ";Roja 22.05.2014 ENKS li Kobanî matmayî ma dema ku asayişa li ser deriyê sînorî nehişt ku endamên ENKS derbasî Tikriyê bibin, tevî ku bi 10an hemwelatî di wî derî re derbasbûn."; + +Şaxê ENKS diyar kir jî ku: ";Endmaên ENKS di nav kesên ku dixwest derbas bibin de hatib hilbijartin û rêgirî li wan hat kirin, dema ku me li sedemê jî pirsê bersiva wan ew bû ku nabe endamên ENKS ku derebas bibin."; + +Herwiha şaxê ENKS li Kobanî ";Ev kiriyara neberpirsiyar ji aliyê asayişa ser bi PYD ve"; şermwzar kir û ragihand ku: ";Di demekê de ku pêwîstiya me bi yekrêzî û yek helwestiyê heye ev kiriyarin han tên kirin ku ne di xizmeta berjewendiya Kurd û doza wê ya dadperwerane de ye."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li hev civiyan û derbarê destpêkirina diyaloga navbera her du aliyan de gotûbêj kirin, lê civîna wan bê derxistina ti biryarekê bi dawî hat. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn roja çarşemê li bajarê Qamişlo û li ser daxwaza EGRKê hat lidarxistin, bi armanca gotûbêjkirina rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê. + +Ev civîna yekemîne piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ku yek ji pêkhateyên sereke yê ENKSê ye, PYDê bi wê yekê tometbar kir ku çend serkirde û endamên wê bê ti hêncetekê girtine û hinek ji wan bi zorê ji Rojavayê Kurdistanê derkirine. + +Her li gor çavkaniya zaniyariyên Rûdawê, di civînê de şanda EGRKê ku hevserokê wê Ebdilselam Ehmed jî di nav de bû, ji şanda ENKSê re gotiye ku ew dixwazin aloziyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û li herêma Cizîrê bi taybet derketine, ji holê rabin û rê li ber diyaloga navbera her du aliyan bê vekirin ji bo avakirina lêveger û merciyeteke siyasî ya nû li Rojavayê Kurdistanê. + +Derbarê vê yekê de, endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ku ew jî di civînê de amade bû, ji Rûdawê re ragihand ku ";ew wek ENKSê her tim amade ne ji bo yekîtiya Kurdan gavên cidî bavêjin";. Lê got ku wan ji şanda EGRKê xwestiye ku berî destpêkirina diyalogê ";divê zemîneya diyalogê peyda bibe, ev yek jî di rêya rawestandina kampaniyên girtin û derkirina endamên partiyan û çalakvanan û vekirina deriyê Sêmalka re"; yê ku ev zêdetirî 2 mehane li aliyê Rojava hatiye girtin. + +Endamê şanda danûstandinan a ENKSê herwiha tekîd kir ku ";pêwîste berî her tiştî EGRKê prensîpa şeraket û hevbeşiyê qebûl bike, pişt re ew dikarin li ser bingiha rêkeftina Hewlêrê ya ku di tîrmeha sala 2012an de navbera her du encûmenan hatiye îmzekirin de, diyalogeke nû destpêbikin";. + +Şandên her du encûmenan wê gengeşeya ku di civînê de çêbûye ji hevalên xwe yên din re veguhêzin û pişt re dê carek din li hev bicivin. Lê wek Feysel Yûsif dibêje ";ENKSê di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê de helwesta xwe derbarê vê yekê de zelal kiriye û gotiye ew amade ye ligel EGRKê dest bi diyalogê bike eger aliyê din şeraketê qebûl bike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro saet 12:00 bi dema Hewlêrê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li koşka Elysee li Parîsê ligel serokê Fransayê François Hollande bivice. + +Di civînê de ,Barzanî û Hollande wê derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Fransa, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê herwiha pirsa Sûriyê de jî gotûbêjan bikin. + +Ji dema ku Holllande di sala 2012an de bûye serokê Fransayê, ev duyemîn serdana fermî ya Mesûd Barzanî ye bo koşka Elysee. Hollande di 29ê hezîrana 2013an de li wê koşkê li ser dostyetiya Kurd û Fransayê tekîd kiribû. + +Di sala 2010an de serokê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy li heman koşkê pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê kiribû. + +Mesûd Barzanî roja çarşemê ya borî bi hevaltiye şandekê ber bi Ewropayê ve birêket. + +Piştî civîna xwe ya ligel serokê Fransayê û rayedarên din ên wî welatî, Barzanî wê serdana Vatîkan û Îtalyayê bike û ligel papyê Vatîkanê û rayedarên Îtalyayê bicive. + +Şanda ku di vê serdanê de hevaltiya serokê Herêma Kurdistanê dike pêk tê ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, wezîrê avakirin û niştecîbûnê Kameran Ehmed û şêwirmendê asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî. + +Hewlêr (Rûdaw)- 3 ji wan her çar girtiyên ku şeva borî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, hatibûn girtin, vê sibehê hatin azadkirin û hîn yê din girtî ye. + +Şeva borî hêzên asyişê avêtin ser malên her yek ji D. Luqman Hisên, Îbrahîm Elî, Yasir Hito û Yasir Şingalî li bajarê Amûdê û ew girtin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro sibehê hêzên asayiş her yek ji D. Luqman Hisên ku yek ji serkirdeyên Tevgera Çaksaziyê ya Kurd li Sûriyê ye û her du çalakvan Îbrahîm Elî û Yasir Hito serbest berdan, lê çalakvanê din hîn girtî ye. + +Serokê Tevgera Çaksaziyê ya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif nûçeya berdana hevalên wan Luqman Hisên piştrast kir û hêvî xwest hemû girtiyên Kurd di zindanan de bên berdan. + +Her sê çalakvanên din jî endamên Hevrêza Amûdê ne ku yek ji pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ye. + +Het niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê ti daxuyanî derbarê girtina her çar çalakvanan û berdana 2yan ji wan de nedaneز + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê wê îro înê xwepêşandanekê li bajarê Hewlêrê li dar bixe. Armanca xwepêşandanê, aktîvkirina ENKSê û herwiha li dijî girtin û derkirina çalakvan û siyastemedaran ji Rojavayê Kurdistanê ye. + +Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li xelkê kir ku tevlî xwepêşandana wê ya îro bibin ku biryar e saet 5ê piştî nîvro li bajarê Hewlêrê destpêbike. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku armanca xwepêşandanê ";aktîvkirina ENKSê û li dijî milmilaneya di navbera Kurdan xwe bi xwe de ye";. + +Her li gor daxuyaniyê, di xwepêşandanê de wê çend druşm bên bilindkirin wek ";na ji bo siyaseta tekane û dûrxistinê, belê ji bo hevbeşiya rasteqîne";, ";divê hevpeymaniya opozîsyonê pêgirê rêkeftina ku ligel ENKSê îmze kiriye bibe"; û ";şermezarkirina kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê";. + +Silêmanî (Rûdaw)- Zêrevanên Huseyniya Hekîm li Silêmaniyê ";Mizgetfa Şîe"; kesekî cihê goman girtin û asayişa bajar qasek ji pêkhatên teqîner ku bi wî kesî re bûn, pûçkirin. + +Paryamnêrê Tora Medyayê ya Rûdawê ji bajarê Silêmaniyê ragihand: ";Kesekî dixwest Huseyniya Silêmaniyê bitqeînê, lê ji aliyê zêrevanên Huseyniyê ve hat grtin."; + +Herwiha peymanêrê me da zanîn ku ";Zêrevanên Huseyniyê hêzên asayişê agehdar kirin ku wan kesek girtiye ku dixwest Huseyniyê biteqîne, dema ku hêzên asayişê gihan 10 kilo gram ji pêkhateya TNT ya teqîner ku bi wî kesî re bûç kirin."; + + +Amed (Rûdaw)- Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak diyar kir ku PYD li Rojavayê Kurdistanê her roj davêje ser buroyên siyasî yên PDK-Sê, rêveberên wan digre, bi tena bêceme dersînor dike û zexta xwe ya li ser rojnamevanan jî her diçe zêdetir dike. + +Bucak, bal kişand ku piştî serdagirtinên li Başûrê Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên PÇDK û nêzî wê û wiha got: ";Kurd ber bi faleketeke navxweyî ve diçin. Divê PYD xebatên ti partiyên siyasî asteng neke."; + +Platforma Demokratên Kurd (PDK) ev salek e ji bo li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê partiyeke qanûnî ava bikin di nava hewldanan de ye. PDKê heta niha li Amed, Êlih, Qoser, Silopî, Mêrsîn û hin deverên din buroyên xwe yên birêxistinbûnê ava kirine û piştî demekê dê ofîsa PDKê li navenda bajarên Serhedê Wanê jî buroya xwe veke. + +PDKê ku xwe weke berdewamiya PDK-Tê dibîne û li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî birêxistinbûna xwe didomîne, kar û barên xwe yên birêxistinbûna li Bakur li bajar û navçeyên din jî belav dike. + +‘PYD ev salek e her roj li Rojavayê Kurdistanê davêje ser sazî û dezgehên PDK-Sê’ + +Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, alîkarên serokê PDKê Tahsîn Sever, Hamît Kiliçaslan û Mewlûd Tanses, bi rojnamevanên li Amedê re civiyan û derbarê pêşveçûnên dawî yên siyasî de bi rojnamevanan re sohbet kirin. + +Sertaç Bucak pêşî li ser pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê sekinî û nêrîna PDKê vegot. + +Sertaç Bucak bal kişand ku bi tevlibûna PYDê û partiyên din di bin serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de salek berê Peymana Hewlêrê hatiye îmzekirin lê PYDê digel ku îmzeya wê di bin peymanê de heye jî bi hemû kirinên xwe li dijî vê peymanê sekiniye. + +Bucak diyar kir ku ";PYDê rojane davêje ser buroyên PDK-S, rêveberên wê digre, binçav dike û zexta PYDê ya li ser rojnamevanan ketiye rapora 2014an a Rojnamevanên Sînornenas. + +Bucak wiha axivî: ";Li Bakurê Kurdistanê dezenformasyoneke mezin didin gelê me. PYDê ji yên ku weke wan nafikire re gotinên ‘xayîn’ û ‘hevkar’ bi kar tîne. Ev têgeh û binavkirin xizmeta gelê Kurd û xizmeta yekîtiya kurdan nakin. Em bang li PYD dikin ku li gorî rih û giyana peymana Hewlêrê tevbigere û dev ji van têgehên ku Kurdan perçe dike û yekîtiyê ji holê radike berde";. + +‘Rêveberê PDK-Sê bi tena bêceme dersînor kirin’ + +Sertaç Bucak da zanîn ku mafê hemû partiyên Kurdan hene ku li Rojavayê Kurdistanê birêxistinbûna xwe bikin û li hemberî rejîmê têbikoşin, lê PYD li pêşiya wan bendan datîne û zextê li ser wan dike. + +Bucak diyar kir ku berî çend heftiyan nîvê şevê, rêveberê PDK-Sê ji nava nivîn û cihên wî derxistine û bi tena bêceme ew ji Rojavayê Kurdistanê dersînorê Başûr kirine. + +Bucak xwest PYDê bi rih û giyaneke aştiyane, maqûl û demokrasiyê tevbigere û di nava Kurdan de perçebûnê ava neke. + +‘KNK nehatiye girtin ev dezenformasyon e’ + +Serokê giştî yê PDKê Sertaç Bucak derbarê serdagirtina asayîşa Başûrê Kurdistanê de jî nêrîna xwe vegot û wiha axivî: ";Weke ku PDK ev tişt kiribin nîşan didin. Lê ev biryara wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ye. PDK û YNKê jî şirîkên hikûmetê ne. Lê ev serdagirtin ji ber nêrîna wan saziyan pêk nehatiye. Hem gelek kesên li wê derê bê rûxset kar dikin û hem jî li hemberî rêveberiya wê derê de dûjminatiyê sor dikin, dezenformasyonan dikin. Bi gotinên xirab û li derveyî pîvanên demokrasî û azadiyê tevdigerin. Dibêjin KNK hatiye girtin. Ev agahiyeke nerast e. Avahiya KNKê nehatiye girtin";. + +‘PDK-S çima nikare li Qamişloyê kongreya xwe pêk bîne?’ + +Sertaç Bucak bal kişand ku 6 partî di bin banê PDK-Sê de xebatên xwe yên siyasî dimeşînin, xwestine li Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe pêk bînin lê nehiştine ku ew kongreya xwe li Rojava bikin. + +Bucak axaftina xwe wiha berdewam kir: ";Madem ku ew der ‘Kantonên Azad in’, çima rêveberên PDK-Sê nekarîn kongreya xwe li Rojava bikin û neçar man ku kongreya xwe li Hewlêrê bikin? Divê ev pirs bê kirin û bersiva vê pirsê bê lêkolînkirin. Li Bakurê Kurdistanê derbarê Rojava de dezenformasyoneke evqas xurt tê meşandin ku ev pirsgirêk ber bi felaketeke neteweyî ya navxweyî ve diçe. Em di wê baweriyê de ne ku ev zext û zordarî kurdan ber bi felaketeke neteweyî ve dibin. Ji ber vê yekê em dibêjin; mafê her Kurd û partiyên Kurdan heye ku bi awayekî azad nêrîna xwe vebêje, birêxistinbûna xwe bike û bikaribe li ser axa xwe siyaset bike. Divê pêşiya ti partiyeke Kurdan neyê girtin. Lewra em ti partiyeke Kurd weke dijmin nabînin. Partiyên dijmin û xayîn ên Kurdan tine ne. Tenê partiyên cuda û xwedî fikrên cuda hene. Ev jî yek ji pîvaneke demokrasiyê ye";. + +‘Dewletbûn mafê miletê Kurd e’ + +Serokê PDKê Sertaç Bucak got ku ti armanceke wan a entegrasyon û Tirkiyeyîbûnê tine ye û ew tenê dixwazin PDKê li Bakurê Kurdistanê birêxistin bikin û bibin partiyeke sereke û Kurdistanî. + +Bucak di axaftina xwe de destnîşan kir ku weke hemû neteweyên cîhanê mafê avakirina dewleta Kurdan jî heye û ev tişt gotin: ";Lê li gorî baweriya me niha zemîna vê yekê ne alîkar e. Ji ber vê yekê em li Tirkiyê federasyoneke ku sînorê Kurdistanê hatine diyarkirin dixwazin."; + +‘Ger Kurd nebin yek dê bi ser nekevin’ + +Sertaç Bucak di axaftina xwe de xwest hemû partî û hêzên Kurdan li gorî pîvanên demokratîkbûn û azadiyê bi hev re tevbigerin, bibin yek û got ku eger Kurd nebin yek dê bi ser nekevin û ev yek jî di zirara Kurdan de ye. + +Sertac Bucak derbarê zarokên ku gihiştine PKKê de jî nêrîna xwe wiha parve kir: ";Ji bo kesên temenê wan 18 salî ne, nikarim tiştekî bibêjim. Lê li gorî qanûnên navneteweyî kesên ji 18 salî biçûktir zarok in û ti îradeyeke wan a ku biryara tevlibûna rêxistinek bibin û berê xwe bidin çiyê tine ye. Ji xwe PKKê jî berê peymana Cenevreyê îmze kiribû. Divê PKKê li gorî Peymana Cenevreyê tevbigere û wan zarokan careke din teslîmê malbatên wan bike. Malbatên van zarokan jî BDPyî ne û dengê xwe dane BDPê. PKKê divê li hemberî hilbijêrên xwe jî rêz û hurmetê bigre, li hemberî pîvanên navneteweyî rêz bigre";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyên her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê ku berî gotibû mafên mirovan li navçeyan Kurdan tên binpêkirin, kir ku serdana herêma Cizîrê bike. + +Roja 18ê gulanê, Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wê yekê tometbar kir ku kesên temenê wan di bin 18 salan de ye tevlî refên xwe dike û wan dike çekdar. + +Rêxistina ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, raportek belav kir û tê de daxwaz kir ku YPGê û asayişa ku ser bi PYDê ve tên naskirin, êdî mafên mirovan li navçeyên di bin kontrola xwe de binpê nekin. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê daxwaz ji rêveberiya xweseriya demokratîk ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, kir ku binpêkirina mafên mirovan rawestîne û hemû girtiyên siyasî serbest berde û yên tawanbar jî radestê dadgehên serbixew bike. + +Li hember vê yekê û li gor malpereke nêzîkî PYDê, rêveberiyên li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê peyamek ji rêveberê rewangeha Sûriyê Ramî Ebdilrehman re şand da ku serdana herêma Cizîrê bike. + +Di wê peyamê de hatiye diyarkirin ku ew daxwaz ji Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê dikin ku şandeke xwe bişîne herêma Cizîrê ji bo ku derbarê rastiya binpêkirinên ku di rapota xwe de behs kirine de, lêkolînê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê heta niha jî hinek gund hene ku rêya wan tine ye û xelkê wan gundan bi hêstir û dewaran kelûpelên xwe vediguhêzin. + +Qaymqamê bajarê Selas Bawacanî yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê Restgar Yûsifî di civîna nehêşitina qaçaxçîtiyê de ragihand ku bajarê Selas Bawacanî ev 11 salin hatiye avakirin lê heta niha rêya hinek gundên bajêr nehatiye çêkirin. + +Restgar Yûsifî anî ziman ku bajarê Selas Bawacanî bajarekî sînorî ye û 75 km sînorê wê bi Iraqê re heye, lewma li ser sînor qaçaxçîtî pir tê kirin û ji ber tinebûna rê pêşiya qaçaxçîtiyê nayê girtin. + +Qaymqamê Selas Bawacanî li ser sedemên zêdebûna qaçaxçîtiyê li deverê jî got ku xelkê vê deverê bêkarin û pîvan û qanûnên wergirtina bacê jî fişarê dixe ser wan û ti kes jî li deverê berhemanînê nake lewma xelk neçar dimîne berê xwe bide qaçaxçîtiyê. + +Li hemû deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar û kêmdahatiyê, xelkê wan deveran berê xwe didin rêyêyin pir metirsîdar yên kasbikarî û kolberya sersînoran. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şofêrên taksiyan li bajarê Sine yê Rojhilatê wek nerazîbûnekî li hember kêmbûna nirxa kirêya taksiyan û kêmbûna asta dahatê wan, dest bi girevê kirin. + +Ki gor zaniyariyan, şofêrên taksiyan li bajarê Sine li hemberî vê yekê ku kirêya taksiyan li bajêrê wan ne wek ya bajêrên din e û li deverên cuda bi qasî 35% cudahiya wê heeye, nerazîbûna xwe anîn ziman û duh û îro neçûn ser karê xwe. + +Ji ber ku nirxekî destnîşankirî ji bo kirêya taksiyan bi awayekî fermî nehatiye danîn, lewra gelek caran pirsgirêk ji bo hemwelatî û şofêran bi xwe jî çêdibe. + +Hat ragihandin ku duh û îro jî hejmarek ji şofêrên taksiyên bajaroka Hesenava yê girêdayî parêzgeha Sine dest bi gireva kar kirin û piştî wê civîna nerazîbûnê yek ji berpirsên taksîraniyê gefa betalkirina derfeta taksiyê li wan xwaribû. + +Duhok (Rûdaw)- Nexweşiyên giran ku derman ji wan re bi hesanî peyda nabe, dibin barek ser milê malbatên nexweşan. + +Dema ku yê nexweş penaber be ev rewş aloztir dibe, mîna Valentîna keça ku di pola pênca de ye û raserî gelek astengiyan tê ji bo ku bikaribe bixwîne, guhên wê giran dibhîsin û çavek nabîne û yê din jî heger derman nebe ew jî pê nayê dîtin. + +Valentîna di nav hevalên xwe de xwe wek miroveke xurist û xweragirt xuya dike, hewl dide ku ew ji bîr bike ku guhek û çavekî wê kar nake. + +Valentîna dixwaze mîna hevalên xwe bijî, hêvî dike xwendina xwe berdewam bike da ku bi çavekî saxlem tenê bimîne. + +Dezgehên mirovî yên di nav kampê de dibêjin dema derman hebe li Başûrê Kurdistanê ewê arîkar bin bi Valentîna re û nexweşiyên din ên giran li kampê. + + + +Kobanî (Rûdaw) - Ji ber qutbûna rêya di navbera parêzgehên Heleb û Reqa û Hesekê + +De ji aliyê komên îslamî yên radîkal ve, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên ji parêzgehên Heleb û Reqayê nikarîbûn di civînên ENKSê de li bajarê Qamişlo amede bibin. +Ew endamên ENKSê ji seroktiya ENKSê hêvî dikin ku çareyek ji rewşa wan re were dîtin û dibêjin ku lidarxistina civînan bi nebeşdariya nûnertiya her du herêmên kurdî yên sereke ji Kobanî û Efrînê, ew civîn nûnertiya tevahiya ENKSênakin, û tenê nûnertiya herêma Cezîrê dike… +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, derkirin û girtina endam û rayedarên partiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê PYDê ve hat şermezarkirin. +Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê, îro demjimêr 5ê evarî xwepêşandanek li bajarê Hewlêrê lidar xist. + +Xwepêşander li taxa Enkawe ya bajarê Hewlêrê hatin bal hev û heta nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Hewlêrê meşiyan. + +Di destê xwepêşanderan de posterên Mela Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, alên Kurdistanê, al û drefşên opozîsyona Sûriyê û ENKSê hebûn. + +Li ser pankartan dirûşmên wek"Bijî Yekîtiya Kurdan", "Bijî Barzanî û Kurdistan", "Ji dîlên digirtîgehên PYDêre Azadî","PYD destê xwe ji Rojava bikşîne", "Ji PYDê re na ji Kurdan re azadî" hatibûn nivîsandin. Piştî kombûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. + +Di daxuyaniya nivîskî ya ku endamêPDK-SêMehmûd Mihemed xwend de hat diyarkirinku PYD zordestiyê li partiyên din ên li Rojava dike û ti mafekî jiyanê nade wan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lazim bû ku li Sûriyê hemû partiyên kurd li dijî rejîmê bi hevdu re tevbigerin. PYDli dijî vê yekê tevgeriya û partiyên kurd ji xwe re wek hedef hilbijart. Em wê zihniyeta tekparêziyê ya li Sûriyê şermezar dikin." + +Endamê polîtburoya PDK-Sê Mistefa Cuma jî destnîşan kir ku rewşa gelê Sûriyê qet ne baş e û wiha pê de çû: "Em ji bo ku kirinên PYDê yên li Rojava disepîne,şermezar bikin, kom bûn. Tevgerên vê partiyê li dijî berjewendiyên kurdan e û me jî vê yekê bi awayekî demokratîk protesto kir. Xwezî me îro partiyeke kurd li vê dera protesto nekira lê wê zihniyeta wan a tekparêziyê em anî vî halî. Ji ber vê lazim e ku PYD tevgera xwe ya siyasî di demek kurd de bigûherîne û hemû kurdan biparêze." + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li paytexta Nemsa Viennayê xwepêşandanek li dijî girtin û dekirina serkirde û endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin. + +Xwepêşandana ku piraniya beşdarên wê endam û alîgirên PDK-Sê bûn, duh li ber avahiya balyozxaneya Sûriyê destpêkir û tê de druşmên li dijî girtin û derkirina endamên PDK-Sê li Rojavayê Kurdistanê hatin bilindkirin. + +Di xwepêşandanê de herwiha dadgehkirina çalakvanên Kurd ji aliyê dadgehên rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, hat şermezarkirin. + +Xwepêşander pişt re ber bi balyozxaneya Yonanistanê ya ku niha serokatiya Yekîtiya Ewropayê dike, meşiyan û peyamek di rêya balyozxaneyê re gihandine Yekîtiya Ewropa. + +Di peyama xwepêşanderan de hatiye gotin ku ";ew kiryarên ku li dijî çalakvan û siyastemedaran li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, şermezar dikin";. Herwiha xwepêşanderan gotin ku ew hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku biryar e roja 3yê hezîrnê bên kirin, red dikin. + +Duh jî, li ser banga nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandanek li bajarê Hewlêrê hat lidarxisitn. + +Xwepêşanderan xwestin ku ENKSê û karên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê were aktîvkirin, herwiha girtin û dekirina çalakvan û siyastemedaran ji Rojava şermezar kirin û xwestin ev kiryar rawestin. + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên DAÎŞê yên tundrew ciwanekî Kurd ê xelkê Kobanî kuştin û ew serjêkirin. + +Duh Înê derdora nîvro li rojavayê herêma Kobanî û li ser seytereya gundê Cubilferecê li nêzîkî bajarokê Şiyûx, çekdarên DAÎŞê ciwanekî Kurd ji herêma Kobanî bi navê Mihemed Mihemed lawê Hemoyê Sofî ji gundê Kîkan kuştin û pişt re serjêkirin. + +Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mislim Mihemed ku pismamê Mihemed e, nûçeya kuştina pismamê xwe ji Tora Medyayî ya Rûdaw re piştrast û daxuyaniyek da. + +Mislim ragihand ku ";pismamê dixwest di rêya Cerablusê re derbasî Tirkiyê bibe, lê çekdarên DAIŞê otombîla ku Mihemed û 5 Kurdên din radkirin li ser seytereya gundê Cubelferecê rawestandin û 2 jinên Kurd ên di otombîlê de îhanet kirin";. + +Mislim herwiha got ku ";Mihemed îhaneta jinên Kurd li ber çavên xwe tehmûl nekiribû û li hember çekdarên DAÎŞê rawestiyabû, çekdarên DAIŞê jî di cih de bi kêr û guleyan ew kuştibûn û pişt re ew serjêkiribûn";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê askere kir ku çekdarên DAÎŞê wêneyên cenazeyê Mihemed li ser internetê belav kirin û cenaze di girê bajarokê Şiyûxê de binaxkirin. + +Mihemed Mihemed ê 28 salî, ew xwendekarê beşa zimanê Inglîzî li zanîngeha Helebê bû û demekê mamostayetî li dibistanên herêma Kobanî kiribû. + +Nûçeya kuştina Mihemed li ser destên çekdarên DAÎŞê bi tundî û dengvedaneke mezin di nava xelkê herêma Kobanî de tê şermezarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyên ku li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatine avakirin, rexneyên tund li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) digirin û car din banga diyalogê lê dike. + +Ev cara duyemîne, rêveberiyên her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê ku di dawiya meha çile ya borî de hatine avakirin, banga diyalogê li ENKSê dikin ji bo çareserkirina pirsgirên ku niha di qada Rojava û Sûriyê de hene. + +Di daxuyaniya vê dawiyê ya her sê rêveberiyan de, hatiye gotin ku wan di 21ê nîsanê de banga yekemîn a diyalogê li ENKSê kirine, lê heta vê gavê ti bersiv wernegirtine, lewra ew carek din banga xwe nû dikin û hêvdîarin vê carê bersiva wan bê dayîn. + +ENKSê ku ji zêdetirî 10 partiyên kurdî, çend rêxisitnên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, piştî avakirina rêvebriya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, PYDê bi wê yekê tomebtar kir ku ";di rêya avakirina wê rêveberiyê re dixwaze siyaseta xwe ya tekane berdewam bike û rê li ber karê hevbeş bigire";. + +Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ku roja 20ê gulanê belav bûye, ENKSê carek din tekîd kir ku rêveberiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihand ";ne şerhî ne û xizmeta yekîtiya Kurdan nakin";. + +Endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif jî derbarê banga her sê rêveberiyan de, ji Rûdawê re ragihand ku ";helwesta ENKSê ji van rêveberiyan diyar û aşkere ye û ew bi ti awayekî mamele ligel wan nakin û ti elaqet û têkiliya wan wek ENKSê bi rêveberiyan û biryarê wê ve tine ye";. + +ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di civîna xwe ya hevbeş de ku roja çarşema ya borî li Qamişlo hat lidarixstin, behsa her sê rêveberiyan ku li Rojavayê Kurdistanê hatine ragihandin, kirin. Lê wek Fesyel Yûsfi ji Rûdawê re ragihandiye ";Encûmena gel gotiye ew rêveberî dê bimînin û wê karê xwe berdewam bikin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir Kurd li Sûriyê beşekin ji şoreşa Sûriyê ya ku di adara sala 2011an de destpêkir û pişt re ber bi şerekî navxweyî ve hat guhertin. + +Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li Berîtanyaye, duh li Londonê tevlî diyalogekê bû ku ji aliyê encûmena têkiliyên derve yên Ewropayê ve hatibû organîzekirin. + +Li gor malpera fermî ya PYDê, Mislim di wê diyalogê de bal kişande ser rêveberiya xweseriya demokratîk a ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYD û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin. + +Mislim derbarê rêveberiyê de got ku ";rêveberiyê heta niha kariye navçeyên xwe ji êrîşên terorîstan biparêze û gelek xizmetan bigihîne gel û civakê";. + +Derbarê rewşa Sûriyê de, hevserokê PYDê tekîd kir ku Kurd beşekin ji şoreşa Sûriyê, lê got ";Di navbera opozîsyona çekdarî û rejîmê de ku Sûriyê wêran kirine, Kurdan xeta sêyem hilbijartine û ji destpêkê de bi çareseriya aştiyen re bûn";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a KCKê Mustafa Karasu got ku tehemula gelê Kurd ji pevçûnên navxweyî re tine ye û ew yekîtiya netewî dixwazin. + +Karasu di hevdîtinekê bi rojnameya Ozgur Gondemê re diyar kir ku ";ew helwesta PDKê rast nabîne û ger di navbera PDK û PYDê de pirsgirêk hebin ew pirsgirêk bi axaftinê û diyalogê dikarin bên çareserkirin";. + +Mustafa Karasu destnîşan kir ku ";dibe ku li hember hinek tiştan nerehetiya PDKê çêbûbe, lê ev nerehetî bi bertekên wiha nîşandan ne raste û ev cudakarîya di navbera PDK û PYDê de bi nîqaşê dikarin bê çareserkirin, lê ew bi ferzkirinê nabe";. + +Endamê desteya rêveber a KCKê anî ziman ku ";ev aloziyên wisa ne fêdeyê dide Kurdan û ne jî PDKê, pêwîste ev alozî demildest ji holê rabe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor saziya lêkolîna jiyolojîk a Amerîkayê li Tirkiyê, îro seat 12.26 deqeyan li deryaya Egeyê erdhejek bi hêza 6.7 li gor pîvana Rêxtirê pêk hat. + +Saziya lêkolîna jiyolojîk ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ew erdhej li welatê Yonanîstanê bi hêza 7.2 û bi kurahiya 91 km pêk hatiye. + +Hat ragihandin ku xelkê bajarê Stenbolê li Tirkiyê ji ber hêzbûna erdhejê hemû daketin kolan û cadeyan. + +Xelkê bajarên Manîsa, Îzmîr, Çanakale û Balikhîsarê jî bi tundiya erdhejê hesiyan. + +Derbarê zirarên madî de heta niha ti agahî nehatine ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn derbarê nakokiyên navbera partiya wan û PYDê de hişyarî da û got ku dibe ku ";hinek van nakokiyan îstixlal bikin û karên li dijî PYDê bikin";. + +Beşar Emîn ku roja 14ê gulanê ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke çekdarî ku bi gotina wî ";ser bi PYD ve bû"; hat girtin û pişt re bo Başûrê Kurdistanê hat derkirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ewê li hundirê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan li dijî girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji aliyê PYDê ve li dar bixin";. + +Beşar Emîn ku niha li Hewlêrê dimîne, got ";Emê xwepêşandan li hundirê Rojavayê Kurdistanê bikin û eger PYDê rê nede me û rê li me bigire, wê demê emê nikaribin xortên xwe kontrol bikin, ji ber xortên me jî hene ku li ber xwe didin";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê herwiha hişyarî da û got ";Tirsa me ewe ku hinek, nakokiyên navbera me îstixlal bikin û hinek karan bikin û li ser me bê hesabkirin û PYDê jî vê yekê tefehum neke";. + +Derbarê egera berdewambûna girtin û derkirina serkirdeyên PDK-Sê de, Beşar Emîn got ";Heta niha partiya me bi berpirsyarî mamele dike, lê eger hat û zexta li ser sekirdeyên me zêdetir bibe, wê demê eger partiya me bi fermî tevlî vê meseleyê jî nebe wê merivên van serkirdeyan tevbigerin û ewê jî serkirdeyên wan bigirin û wan bi çûlê bixin. Eger bibe kuştin, ewê jî wan bikujin";. + +Beşar Emîn ku bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye, hişyariyeke tund da PYDê û wiha axivî: ";Eger ew serkirdeyekî me bikujin, merivên wî serkirdeyî wê neçin xortekî wan ê normal nekujin, lê belê ewê jî serkirdeyekî wan bikujin";. + +Li ser encamên rewşeke wiha jî, endamê polîtbîroya PDK-Sê anî ziman ku ";bi vê yekê emê her du alî hevdu tesfiye bikin û xelkin hene wê sûd û fêdê bikin û emê miletê xwe biêşînin";. + +Beşar Emîn hêvî dike ku ";PYDê li xwe vegere"; û dibêje ";Em ne qelsin, partiya me ne qelse, eger bigihe ya talî emê li ber xwe bidin. Em wan tehîdî nakin, em wan şîret dikin. Em dixwazin mesele bi biratî çareser bikin";. + +Endamê polîtbîroya PDK-Sê tevî ku baweriya wî bi karê siyasî yê hevbeş ligel PYDê nemaye, lê ew dibêje ";em nikarin projeyek siyasî bi hev re bikin, lê em dikarin hevdu nekujin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya bajarê Amedê Gultan Kişanak ragihand ku ew bi pêşinyarkirina Pena Kurd ji helbestvanê Kurd Ebdulla Peşêw ji bo xelata Nobilê gelek serbilindin. + +Kişanak piştî pêşwazîkirina helbestvan Ebdulla Peşêw li avahiya şaredariya Amedê, ji raya giştî re got ku ewê ji bo pêşxistina wêjeya kurdî li Beyazîdê akadîmiyeke wêjeyê ya mezin ava bikin. + +Helbestvanê Kurd Ebdulla Peşêw jî ji rojnamevanan re destnîşan kir ku ";çawa Gote ji alman re, Pushkin ji rûsan, Shakespeare ji înglîzan re wek bavê wêjeya wanin, yê Kurdan jî Ehmedê Xanî bav û papîrê wêjeya Kurdan e";. + +Peşêw da zanîn ku ";Ehmedê Xanî Shakespearê Kurdan e û ew ji ber taybetmendiyên neteweyî hat kuştin û ew hemû huner û wêjeya xwe ne li koşk û qesran û bi alîkariya padîşah û împaratoran wek yên din bi pêş xistiye, tenê di mizgeftan de ewqas wêjeya kurdî mezin kiriye";. + +Rêxistina Pena Kurd helbestvan Ebdulla Peşêw ji bo xelata Nobilê pêşinyar kiriye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hêzên asayiş û YPG, yên ser bi PYD ve, hatin û çûn qedexekirin û riyên ku tên bajar û jib bajar derdikevin jî girtin, bi hênceta ku otombîleke bombekirî derbasî bajar bûye. + +Rojnamevan Malva Elî ji bajarê Dêrikê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji demjimêr 11e ve hêzek ji asayiş û YPG ji diknadarên Dêrikê xwestin ku dikanên xwe bigirin û hatin û çûn qedexekirin bi hênceta ku zaniyarî hatine ji wan re ku otombîleke bombekirî derasî bajar bûye."; + +Elî da zanîn jî ku ";Heta niha hatin û çûn qedexeye û riyên ku tên Dêrikê û jê derdikevin jî hatine girtin."; + +Wî rojnamevanî diyar kir jî ku asayişê rewşa awarte li Dêrikê ragihandiye û hêzên asayiş û YPG li bajar belav bûne. +یهكگرتوو ئیسلامی كوردستان كو هێزا دویه ل بههدینان خو ب ركابهرێ پارتی دزانن دیاركر ب هیچ رهنگهكێ پارێزگارێ بهێت ئهو دهستههلات نابیت ئهوا پارێزگارێ نوكه ههی. +سهباح بابیری سهروكێ لیستی یهكگرتوو ئیسلامی كوردستان له دهۆك: ئهڤروو بێڤه ههمی كار دێ ب رێكا ئهنجومهنی بیت و پارێزگارێ بهێت ئهو دهستههلات نابیت ئهوان پارێزگاری نوكه ههی. +ژبهرنهبونا چ یاسایان تانوكه ئهنجومهنی پارێزگههێ یێ بێ دهستههلات بوو، ههتا نوكه پارێزگارێ دهۆك ب دهستههلاتهكا بهرفره كاركریه، ئهندامهكێ پارتی بو ئهنجومهنێ پارێزگهها ژلا دخازیت ئهوان ژی دهستههلات ههبیت. +ئهحمهد ئوزمانی: خهلكی دهنگ داینه مه، لهورا دڤێت مهژی دهستههلات ههبیت. +وهلاتی دگهل هندێ دانه پارێزگاری بهێت ل دیف یاسایێن ئهنجومهنێ كاربكهت، داكو كار بو ههمیان بهێنه كرن. +هاونیشتیمانی: دڤێت پارێزگارێ بهێت وهكێ یێ نوكه نهبیت، كهس نهشێت ببینیت. +ل سهجهمێ 28 كورسێن پارێزگهها دهۆك پارتی 19 كورسی دگهل دوو كوتایا برینه، لایهنێن دن ژی 7 كورسی ب دهستخستنه. + +Duhok (Rûdaw)- Di hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê de, nazmeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Necîbe Necîb li ser asta parêzgeha Duhokê hejmara herî zêde ya dengan bi dest xist. + +Necîbe Necîb di van hilbijartinan de 29 hezar û 468 deng bi dest xistin û li ser asata Iraqê jina sêyem bû ku hejmara herî zêde ya dengan bi dest xistiye. + +Necîbe Necîb dibêje ku piraniya kesên ku deng dane wê zilam bûn. + +Gelek kes civaka Duhokê wek civaka eşîret û girtî dibînin ku rê li rola jinan digire, lê encamên hilbijartinên 30ê nîsan û berî wê yên 21ê îlonê berûvajî vê yekê nîşan didin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê diyar kir ku biryara kurdan di destê kurdan de ye û wiha got: ";Eger Bexda dixwaze em bi hev re kar bikin divê girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye."; Felah Mistefa, li hember helwesta Amerîka derbarê firotina nefta Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da û got, bila Amerîka xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ya baş ew e ku li hember vê mijarê bêdeng bimîne. + +Nefta Herêma Kurdistanê ya ku bi rêya boriya nû ya navbera Kurdistan û Tirkiyê de hatiye kişandin û li bendera Cêyhanê ya Tirkiyê tê imbarkirin, roja 22ê Gulana îsal bi fermî derbasî bazarên cîhanê bû û hat firotin. + +Her weke ku dihat hêvîkirin, hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û heta ji ber xatirê firotina nefta Kurdistanê, li dijî Tirkiyê jî doz vekir. Amerîka jî piştevaniya Bexdayê kir û ragihand, ji ber ku hinartin û firotina nefta Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Iraqê hatiye kirin, ew piştgirî nakin. + +Li ser vê mijarê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji malpera fermî ya PDKê re axivî û got ku wan bi awayekî eşkere ji Bexda û cîhanê re gotine ";eger hûn dixwazin em bimînin û bi hev re kar bikin wê demê divê hûn girêdayî destûrê bin, ji ber ku êdî dema înkarkirinê nemaye û ti kes nikare tenê li navendekî her biryarekî bide û paşeroja Kurdistanê jî bikdeve destê kesên nekurd."; + +Felah Mistefa, anî ziman ku kurd bi destê xwe biryara xwe dide û li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê wiha got: ";Em hêvîdar in Amerîka hevkêşeyên siyasî fêm bike û xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û alîgiriya ti aliyekî neke."; + +Mistefa destnîşan kir ku eger Amerîka li hember vê bûyerê bêdeng be baştir dibe û wiha axivî: ";Ji ber ku vî karê ku em dikin li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û nabe em li bendê bin ku hinekî din ji me re bêjin ev baş e yan xelet e."; + +Felah Mistefa, ku di heman demê de endamê şanda Herêma Kurdistanê di serdana Barzanî ya Ewropayê de ye, da zanîn ku welatên Ewropa wisa li Herêma Kurdistanê dinêrin ku kariye bi awayekî serkeftî siyaseta petrolê bide meşandin û di vê baweriyê de ne ku Kurdistana ku berê nedikarî dilopek neft derbixe niha dikare neftê derbixe û bişîne derve û bibe cihê baweriya bazarên neft û enerjiyê. + +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, dîsa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, helbet em hurmeta Amerîka digirin lê karê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye di çarçoveya destûr û qanûnê de bûye û êdî em nikarin sebir bikin û dinya jî vê dizane ku mafê me heye em vî karî bikin. + +Li ser helwesta hikûmeta Iraqê jî, Felah Mistefa got, emê yan bibin şirîkê rastî li Iraqê yan jî divê em li benda pêwendiyên nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de bin. Yan divê rêyek din were dîtin yan jî êdî emê nebin beşek ji Iraqê. + +Amed (Rûdaw) - Endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi hinceta ku li Başûr asayîşê avêtiye ser navendên saziyên nêzîkî PKK'ê, li Amedê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. +Çalakî li ber buroya Platforma Demokratên Kurd pêk hat. +Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut li ser navê çalakgeran axivî û PDK'ê şermezar kir û PDK bi zirardayîna kurdan tohmetbar kir. +Platforma Demokratên Kurd jî bi daxuyaniyeke nivîskî protestoya BDP'ê şermezar kir. +Platformê diyar kir ku pankart û dowîzên BDP'ê xizmeta yekitiya kurdan nakin û ew bi sorkirina şerê birakujiyê sûcdar kirin. + +Mehabad (Rûdaw) – Dadgeha şoreşê ya bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, bi hêceta ku alîkariya partiyeke siyasî ya rojhilatî kiriye 9 meh cezayê girtinê da welatiyê bi navê Rehmet Heseniyan. +Li gorî agahiyên Rûdawê, welatiyê bi navê Rehmet Heseniyan, ku du sal berê û bi tohmeta ku alîkarî daye partiyeke siyasî ya kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên îttilaatê ve hatibû girtin. +Li gorî agahiyên yek ji xizmên Rehmet, ew di dema girtinê de hatibû êşkencekirin. +Rehmet Heseniyan ku du sal berê ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mehabadê ve bi kefalet hatibû berdan, lê di rûniştina dawî ya dadgehê de ku meha Newroza îsal pêk hat, bi 9 meh cezayê girtinê hat mehkûmkirin. +Hat zanîn, ew welatiyê kurd niha di zîndana bajarê Mehabadê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku serokê Fransayê Francois Hollande wek serokê welatekî pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê Mesûda Brzanî kir. + +Felah Mistefa ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re diyar kir ku Hollande wek serokê welatekî pêşwaziya Barzanî kir û sedema vê yekê li ";têkiliyên bi hêz û baweriya Hollande bi siyaseta hevseng a Herêma Kurdistanê"; vegerand. + +Mistefa ku di vê serdanê de hevlatiya Barzanî dike û wê îro biçin Îtalya û Vatîkanê, bal kişand ku Barzanî û Hollande di civîna xwe de sînaryoyên rewşa Iraqê gotûbêj kirin, bi taybet avakirina hikûmeta nû ya Iraqê. + +Bi gotina Mistefa, serokê Herêma Kurdistanê tekîd li ser avakirina hikûmetekê li Iraqê kir ku kar ji bo çareserkirina pirsgirêan û krîzên heyî bike. + +Felah Mistefa herwiha got ku ";Barzanî ji Hollande re tekîd kiriye ku Herêma Kurdistanê dê bibe çavkaniyeke berdewam a enerjiyê ji cîhanê re û dê vê pirsê tevlî milmilaneyên siyasî neke";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Guwêlan a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, zarokekî wendayî heye û dibêje malbata wî li cadeya Azadî li bajarê Hewlêrê ye. + +Rêveberê kampa Guwêlanê Karzan Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew zarokê Rojava navê wî Yûsif Mihemed Hemê ye û dayika wî jî navê wê Zeyneb e. + +Karzan Remezan diyar kir ku Yûsif ê 10 salî roja înê li ser rêya navbera Hewlêr û Duhokê li nêzîkî qeza Berdereşê hat dîtin û pişt re asayişa Berdereş ew gihande kampa Guwêlanê. + +Remezan got ku Yûsif şêwezarê axaftina wî wek yê xelkê herêma Kobanî ye û dibêje ku mala wî li cadeya Azadî li bajarê Hewlêrê ye. + +Rêveberê kampa Guwêlanê bang li her kesê ku Yûsif nas dike, kir ku têkiliyê bi rêveberiya kampê re bike ji bo wî radestê malbata wî bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Walîtiya Amedê ragihand ku roja 24ê gulanê xwepêşanderên ku serûçavên wan girtî bûn li navçeya Lîca Amedê, rêya Lîcê-pasûr, Amed-Çewlîk û Amed-Mûşê girtin. + +Walîtiya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku xwepêşanderan rê girtin û xelkê û otomobîlên ku derbas dibûn teftîş dikirin û dema ku hêzên ewlekariyê destêwerdan kirin ew bi molotof û bombeyên dengî bersivandin. + +Herwiha walîtiya Amedê diyar dike ku hêzên ewlekariyê bi bombeyên gaza îsûtan û ava şid bersiv dan xwepêşanderan û dema ku gule ji aliyê xwepêşanderan de hatin berdan wan jî gule berda, lê ti agahî derbarê encamên wê de heta niha nehatiye diyarkirin. + +Li aliyekî din li taxa Mogltaya bajarê Dêrsimê jî li cada Cumhuriyetê rê ji aliyê kesên serûçav girtî hatibû girtin û dema polîsan destêwerdan kirin di navbera wan û xwepêşanderan de pevçûn derket. + +Xwepêşanderan molotof avêtin otomobîlên polîsan û polîsan jî ji bo xwepêşanderan belav bikin gule berdan ezmana, lê ti agahî derbarê ziyanên madî û giyanî de nehatine ragihandin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Ji destpêka krîza Sûriyê û didema ku xwepêşandana li dijî rêjîma Sûriyê derketin, alîgirin wê jî daketin kolana û piştgiriya xwe bo Beşar Esed û rejîma wî kirin lê piştî şoreşa Sûriyê ber bi çekdarî çû xwepêşandan li her du hêla hatin rawestandin û binêzîkbûna helbijartinan alîgirin Esed careke din daketin kolana ta ku piştgiriya xwe bidin xwyanîkirin. + +Bajarê Qamişlo ew jî weke hemo bajarên Sûriyê di destpêka şoreşa Sûriyê de xwenîşandan lê derketin û alîkarî bi şoreşê re kirin lewma derxistina xwepêşandanan ji alîgirin Esad li Qamişlo hin welatî dibînin ku ew xiyanetek ji kurdan re ye. + +Heta niha hêzeke mezin ya rejîmê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistnê, bi taybetî li firokxana Qamişlo û çarkoşeya ewlekarî ku hejmarek mezin ji saziyên rêjîmê têde ne, ev zêdetirî 11 xwenîşamdan drdikeve û têde piştgiriya Esad dike û li gorî hin welatiya ew xwepêşadndan normale û ev demokrasiyê dide xuyankirin. + +Heta niha ti hêzin siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dijatiya xwe ne aniyîne ziman li ser helbijartinên Serokomarî li Sûriyê. + + +داوای گۆڕینی پۆستەکان دەکرێت لەناو ئۆرگانەکانی پارتی +دوای هەڵبژاردنەکانی 30 /4 دەنگ و داوای گۆڕین لەناو ئۆرگانەکانی پارتی درووست بووە ، بەدەیان ساڵە هەندێک لە بەرپرسانی حزبی لەناو پارتی دیموکراتی کوردستان و لە ناویشییاندا بەرپرسی لقەکان نەگۆڕاون هەروەک بەرپرسی دەزگای هەڵبژاردنی پارتی دەڵیت سەرکردایەتی پارتی بەو نزیکانە کۆبوونەوەیەک ئەنجام دەدات و باس لە ئەنجامەکانی هەڵبژاردن دەکات و دواتر بەپیی پێویست بڕیاری گۆڕینی پۆستەکان دەدرێت . + +ههر چهنده دهنگ و خواستهكا گوهرینێ ل پشتی ههلبژارتنێن 30/4 ل ناڤ ئورگانێن پارتی ههیه و ب دههان سالن هند بهرپرسێن حزبی ل ناڤ پارتی دیموكراتی كوردستان و دناڤ واندا بهپرسێن لقان هنه نههاتینه گوهارت ژبلی لێك گوهارتنا پوستان. لێ بهرپرسێ دهزگایێ ههلبژارتنێن پارتی دیاردكهت سهركردایهتیا پارتی دێ ل نێزیك كومبوونهكێ ئهنجامدهت و باسێ دهرئهنجامێن ههلبژارتنان هێته كرن و ل پشترا گورهی پێدڤیێ ژی بریارێن گوهرینان دێ هێنه دان + +دههان ساله هندهك بهرپرسێن لقێن پارتی نههاتینه گوهرین ویێن هاتینه گوهارتن ژی تنێ لێك گوهارتنا پوستانه، نهك گوهرین و دیتنا سهرۆچاڤێن نوی و پشتی ههلبژارتنێن 30-4 ژی دهنگ و خواستا گوهرینان پتر بلند بوویه. +ساونبایت: محهمهد سهعید شههی، كارگێر لق و كادری پێشكهفتیێ پارتی( بابهت ب گوهرینا بهرپرسێن لقان بتنێ چاره نینه، دڤێت پارتی نهتنێ لژنا دوفچونێ ههبیت، بهلكو دهزگهههكێ دوفچونێ ههبیت و ههلسهنگاندنێ بۆ ههمی بهرپرسێن حزبی بكهت و ههتا بهرپرسێن حكومی ژی). +بهرپرسێ پهیمانگهها گهل و سیاسهت ل دهۆكێ دبینیت گهر پاتی گوهرینان نهكهت دێ باجا زێدهتر دهت. +سهردار دوسكی: بهرپرسێ پهیمانگهها گهل و سیاسهت( ههكه خوینهكا نوی نههێته دناڤ ههمی ئورگانێن حزبی دا و لق و ناوچه ههرهوسا ب شێوهیهكی تهقلیدی كاربكهن و نهچنه ناڤ خهلكی و پارتی گوهرینێن پێدڤی نهكهن، دێ باجێن مهزنتر دهن). +پارتێن وهلاتێن پێشكهفتی پشتی ههلبژارتنان گوهریننان دكهن و دیاره پارتی ژی ل بهره ڤێ چهندێ بكهت. +خسرۆ گۆران، بهرپرسێ دهزگههێ ههلبژارتێن پارتی. +دوای ههلبژاردن سهركردایهتی كوده بێتهوه و راپۆرتی مهكتهبی هیلبژاردن دهخوێندرێت و گهنگهشه له سهر دهكرێت و دواتر ههر بریارێكی پێویستبێت بۆ ههر گوهرینێك دهدهرێت بۆ ئهوهی زیاتر بۆ ههلبژاردنهكانی داهاتوو خومان ئامادهبكهین. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku Tirkiyê di warê azadî û mafên bingehîn û pêşxistina demokrasiyê de gelek gavên li pêş avêtine. + +Şîmşek dema ku li gundê Becirmana navçeya Gercûşa bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê, pankarta navê gundê Vergîlî diguhert zimanê kurdî ku navê wê Becirman bû, ji rojnamevanan re diyar kir ku bi dehan sal li ser Kurdan siyaseta asimlasyon û helandinê hat meşandin û navên sêyeka bajar, navçe û gundên Kurdan ji bo zimanê Tirkî hatin guhertin û êdî hikûmeta AKPê ew siyaseta asimlasyonê bi dawî kir û di rêya paketa demokrasiyê re êdî gelê Kurd û hemû hemwelatiyên Tirkiyê dikarin navên gundên xwe yên berê vegerînin. + +Şîmşek got : ";Piştî ew qanûna ku hikûmeta me di parlamentoyê de pesend kir, êdî hemwelatiyên me dikarin navên bajar, navçe û gundên xwe vegerînin zimanê kurdî û zimanên navçeyî, ji xwe piştî salên 1920an navê gelek gundan bûne bi Tirkî û ev gund ku navê wê bi Tirkî kiribûn Vergîlî yanî berovajiya navê wê ya rastiye bi xwe ew gundekî seyîdane û ji serdema împaratoriya Osmaniyan de ew gund ji patçê hatibû efokirin, û navê bûbû Becirman ango bê patçe û îro piştî ku xelkê vî gundî daxwaznameyê xwe di rêya encûmena wezîran re îmzekirin, me ew nav vegerand rastiya wê";. + +Raydarên gundê Becirmanê daxwaznameya xwe îmze kirin û birin cem waliyê bajarê Êlihê û li wê derê jî îmze kirin û bi awayekî fermî navê gundê xwe guhertin û vegerandin navê berê Becirman. + +Wezîrê darayî yê Tirkiyê ku xelkê bajarê Êlihê ye, diyar kir ku ew çalakiya îro çalakiyeke sembolîke da ku rê ji hemû gelê Kurd re vebe ku êdî ew ji bo vegerandina navên deverên xwe bixebitin û biguhêrin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Beşek ji mamostayên bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li hember rewaş dibistanan nerazî ne. + +Mamostayên Seqizê dibêjin ku rêveberî û sîstema perwerde û fêrkirinê li bajêr ne li gor asta pêwîst e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta derve ya Tirkiyê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û amadehiya xwe ji bo mêvandarîkirina civîneke kurdî ya berfereh anî ziman. + +Endamê şanda ENKSê Mistefa Oso ku di civînê de amade bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berpirsên ji wezareta derve yên ku ligel wan civiyane ew agehdar kirine ku ew amade ne mêvandariya civîneke berfereh ji hemû aliyên Kurd re, di nav de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikin û tekez kirine ku ewê alîkarî û piştgiriya vî karî bikin. + +Derbarê bûyerên kuştin û îşkencekirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor de, Oso da zanîn ku şanda wan belge di vê derbarê de pêşkêşî Tirkiyê kirine û aliyê Tirkiyê soz daye ku vê mijarê bişopînin û eger her karekî ji qest hebe wê berpirsyarên wî karî ceza bikin. + +Oso got ku şanda wan Tirkiyê agehdar kiriye ku ew dixwazin pêwendiyên baş ligel Tirkiyê bikin û diyar kiriye ku ev bûyerên li ser sînor xizmeta avakirina van pêwendiyan nakin. + +Endamê şanda ENKSê aşkere kir ku wezareta derve ya Tirkiyê gotiye ewê hewil bidin deriyekî ji bo derbasbûna şandên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê vekin da ku ew şand bi ewlehî derbas bibin. + +Mistefa Oso diyar kir ku ewê pêşnyara lidarxistina civîna berfereh ya aliyên Kurd li Tirkiyê di nava ENKSê de gengeşe bikin û aşkere kir ku rayedarên wezareta derve soz dane ku nêzîk civînek ligel wezîrê derve bê amadekirin. + + +Sine (Rûdaw) - Îran bi hêceta ku sînorê navbera parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re ";bûye çavkaniya arîşeyan";, wî sînorî digire. + +Fermandeyê hêzên pasdar ên devera Şehramfer li parêzgeha Sine, Mihemed Husên Recebî, ragihand ku parêzgeha Sine 228 km sînorê hevbeş bi Herêma Kurdsitanê re heye û îdia kir, ev pişka sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûye çavkaniya arîşeyan ji bo sînorê Îranê. + +Mihemed Husên Recebî, anî ziman, ji ber wê jî wan biryar dane wî sînorî bigirin û wiha got: ";Her çiqas girtina seranserê sînor dê dirêj bike lê emê di girtina sînoran de berdewam bin heta ku ev arîşe û kêşe bi tevahî ji holê rabibin."; + +Wî rayedarê hêzên pasdarên Îranê ti agahiyek din li ser naveroka arîşeyan neda. + +Berpirsekî hêzên çekdar ên Îranê jî ragihad, di van salên dawiyê de 70 bingeh û pêgehên leşkerî li ser sînorên Îranê bi taybet li ser sînorê çiyayê Qendîlê ku hevsînor e bi Herêma Kurdistanê re, hatine çêkirin û hemû bi amûrên elektironîk ên nû tên çavdêkirin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, di encama qulibîna otomobîlekê de 2 kes mirin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, îro danê êvarê otomobîlek ji curê Land Cruiser ji çiyayê Ezmerê ket. + +Di bûyerê de 2 kes hebûn û her du jî mirin ku yek jin û yek jî mêr e lê heta niha sedema ketina otomobîlê nayê zanîn. + +Hat zanîn, jina ku di bûyerê de miriye navê wê M.Ş.M û xelka bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê û xort jî navê wî I.A. ye û ji bajarê Silêmaniyê û temenê wî 27 sal e. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, tîmên rizgarkirinê niha mijûlî derxistina otomobîlê ne û hewl didin bi rêya balafirê ji nav dolê de derbixin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, bersiva gefên Iraqê yên li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê di bazarên cîhanê de da û ragihand, hemû gefên hikûmeta Iraqê dê bêencam bimînin ji ber ku hinartina petrolê nayê sekinandin. +Du rojan piştî wê ku Iraqê ragihand, li dijî Tirkiyê bi hêceta ku rê daye hinartin û firotina nefta Kurdistanê, doz vekiriye Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva gefên Bexdayê da. +Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve hatiye nivîsandin, hatiye gotin, em hemû şîrketên petrolê piştrast dikin ku gefên Wezareta Nefta Iraqê bi ti awayekî hinartina nefta Kurdistanê bo derveyî welêt nade sekinandin. +Wezareta Çavkaniyên Sirûştî bi tundî êrişî Wezareta Nefta Iraqê dike û wê wezaretê bi binpêkirina destûra Iraqê tohmetbar dike û wiha dibêje, ";Wezareta Nefta Iraqê hikûmet û parlamentoya Iraqê dixapîne ji ber ku her dem agahiyên xelet li ser sirûştî û rêjeya nefta hinartî ya Kurdistanê dide hikûmetê."; +Hinartin û firotina nefta Kurdistanê roja 22ê Gulana îsal dest pê kir. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî ragihand, zêdebarî hebûna nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê firotina nefta Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de dest pêkir. +Hikûmeta Iraqê beriya ku firotina nefta Kurdistanê dest pêbike, gefa wê xwaribû ku eger nefta Kurdistanê bêyî rizamendiya Bexdayê were firotin dê encamên xirab bi xwe re bîne. Iraqê her wiha ragihand ku li dijî Tirkiyê doz vekiriye bi hêceta ku rê daye nefta Kurdistanê bo derve were hinartin. +Li gorî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, ew doza ku Wezareta Nefta Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye dê bibe gefek li ser pêwendiyên Iraq û şîrketên cîhanî yên petrolê her wiha dê zirarê bide pêwendiyên dîplomatîk ên Iraqê li hemû cîhanê û şiyana hinartina nefta Iraqê jî dixe bin metirsiyê. + +Amed (Rûdaw) - Lêkolîner û nivîskarê kurd û xwarziyê Apê Mûsa, Orhan Mîroglu destnîşan kir ku ti şika wî ji peşeroja pêvajoya aştî çareseriyê tine, bila tenê bila her du aliyên pêvajoya çerasiyê niyeta xwe neguherînin, pêvajo dê dewam bike. + +Orhan Mîroglu derheqê pêvajoya çareseriyê de daxuyanîda nûçegihana AAyê ûgotku divê xebatên xurtkirina têkiliyêntirk û kurdanên dîrokîdewam bikin. + +Mîrogluwiha got: "Ti şika minji peşeroja pêvajoya çareseriyêtine. Bi tenê bilaher du aliyên pêvajoya çerasiyê niyeta xwe neguherînin,pêvajo dê dewam bike.Ti îhtimalaAK Partiyê ya niyetguhertinêtine ye.Heke desthilat ne di destê AK Partiyê de be, pêvajoya çareseriyê dê bikeve talukeyê. Di pêvajoyekewisade jî îhtimala kuPKK ji nû ve dest bi şer bike zeyîf e." + +Nivîskar û lêkolîner Orhan Mîroglu destnîşan kir ku ew wek hin nirxandinên reşbînî yên der heqê pêvajoya çareseriyê de nafikireû wiha dewam kir: "Sedema parvenekirina hin reşbiniyan ên minev e ku agahî û tecrûbeyên min ne teorîk in.Yê ku me ji çepgirên Tirk, ji lîberalan û ji mihafezekarên îslamî vediqetîne jî ev e.Ez bi hevalên xwe yêntirk re dibêjim 'jı halên kesên ketî, tenê yên ketî fêm dike.' Gelê kurd ji ser xanî ketiye. Ji bovê divê pêvajo bi vî awayîbê nirxandin." + +Mîroglu got ku hin daxwaz bi rêya siyasetê ve tên bidestxistin ûwiha dewam kir:"Bi hêza çek û tundiyê yali ser maseya muzakereyê ve serkeftin bi dest nakeve.Ti desthilat nikare li berdaxwaza gel ya perwerdeya zimanê zikmakî bisekine. AK Partî di 12 salên pêvajoya çareseriyê de ev gav avêtin." + +Wî nivîskarê kurd her wiha diyar kir ku muxatabên pêvajoya çareseriyê jî îradeya xwe nîşan dan lê saziyên kurd qasî Ocalan bi têra xwe bibiryar nebûn û wiha got: "Eger saziyên kurd jî qasî Ocalan xwedî li pêvajoya çareseriyê derketana, siyaseta kurd û ciwanên bi wan re tevdigerin dê ev qas reşbînî nebûna." + +Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke sivîl li Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye nêzîkî 220 hezar kesî. + +Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) eşkere kir ku hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 220 hezar û 787 kesan ku 56% ji wan li nav kampan de dimînin û 44% jî li nav bajaran de dijîn. + +Birêvebirê rêxistina CDOê, Eta Mihemed got ku 9 kampên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê hene ku di nav wan de Domîz kampa herî mezin e ku 58 hezar û 500 penaberên Sûriyê li xwe digre. + +Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, nêzîkî 9 milyon kes li Sûriyê neçar mane ji ber şer cih û warên xwe biterikînin ku 6 milyon jê li nav Sûriyê de û 3 milyon jî li derveyî welat bûne penaber. + +Dihok (Rûdaw)- Duniya, ew jina temen 15 salî bû ku piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan tê kuştin. + +Li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, roja 22.05.2014, Dunya ya 15 salî telefona dayika xwe kir û jê re got: ";Werin bi min ve, li vê de şere. Em ji Dihokê ber bi Kelekçî ve birêketin, lê berî em bigihin, hevjînê wê telefon kir û got ligel Duniya bi axivin, Duniya pirsiyara bavê xwe kir, min jî got bavê te nexweşe û li nexweşxanê ye. Ev gotinên Dunjiya yên dawî bûn!."; + +Duniya bi awayekî hovane li ser destê hevjînê xwe hat aşkence kirin û kuştin, li gor ku hatiye belav kirin jî, piştî ku Dniya tê kiuştin ";Parçeyên hestiyar ji laşê wê bi kêrê ji aliyê hevjînê wê ve tên jêkirin û wê bi pişta otombîlekê ve dikin û termê wê dikşînin"; lê malbata hevjînê Duniya van gotinan red dikin. + +Mehdiye Mistefa, jina ku termê Duniya şiştibû ji Rûdawê aşkere kir ku dema wê termê jina 15 salî şişt dît ku ";Her du destên wê şikestî bûn, goştê li ser hestiyên wê nemabû, hestiyên wê dikirin xire xir û cihê guleyan di pişta wê de diyar bû."; + +Hênceta ku Duniya bi vî awayî hatiye kuştin ji aliyê hevjînê xwe ve ewe ku têkiliyên wê bi xortekî re hebûn û 4 kesan ji malbata hevjînê wê ew xort li cem Duniya dîtine, li gor gotinên malbata hevjînê Duniya, lê dayika wê got: ";Çawa kesek çûye cem keça min, di demekê de ku malbata wan 17 kesin li malê û derdora wan jî hemû malên mirovên hevjînê wê ne?, çawa wan her 4 kesan ew kur dîtin li cem keça min û ji destên wan rizgar bû? Gelo çima ew negirtin?"; + +Berpirsê ragihandinê li rêveberiya polîsên Dihokê, Birîndar Hemîd ji Rûdawê re da zanîn ku: ";Wî zilamî hevjîna xwe li derveyî komelgeha Kelekçî kuştiye û heta niha ew reviyaye û cihê wî nexuyaye bê xwe li ku veşartiye, fermana girtina wî hatiye dayîn."; + +Dema ku me serdana malbata Duniya kir û ligel bavê wê axivîn, çendîn car telefona bavê Duniya lê dida û piştî ku telefon digirt digot ku ew filan axa bû yan kurê filan axayî bû ";Hemûyan dixwest lihevhatina eşîtî bê kirin"; lê got: ";Bila bi belgeh piştrast bikin ku keça min bêrewişt bû, ez dê gerdena wan azad bikim, eger na ez gerdena wan azad nakim û li wan nabûrim."; + +Li gor amarên rêveberiya tundûtîjiyê li dijî jinan, di her 3 mehên yekem ji sala 2014an de 11 li Kurdistanê hatine kuştin. + + +Herwlêr (Rûdaw)-Parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî dibêje ku wê navendên dengdanê bo hilbijartinên serokomarî li Sûriyê, li deverên Jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG), baskê leşkerî yê PYD, de tên danîn û aşkere kir ku hin xal jî bo vê mebestî hatin diyarkirin. +Malpera breakingnews, ku nêzîkî rejîma Sûriyêye,li ser zarê parêzgarê Hesekê veguhest ku 757 navendên hilbijartinên serokatiya Sûriyê li Parêzgeha Hesekê hatine destnîşankirin. +Roja 3ê meha bê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê tên encamdan, ji bilî Beşar Esed du kandîdên din hevrikiyê li ser bidestxistina vê postê dikin. +Li gor daxuyaniya parêzgar Mihemed Zeal Elî: ";Ew navend li pirraniya bajar û bajarokên parêzgehê belavkirî ne."; +Parêzgarê Hesekê daye zanîn ku sendoqên hilbijartinan li pirraniya deverên Parêzgehê hatine belavkirin û tenê ew deverên di jêr kontrola DAIŞ de hatine bêbeşkirin. +Zeal el-Elî diyar kiriye ku ew deverên di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê de deverên aram in û tekez kiriye ku sendoq li wan deveran wê bên danîn. +Elî herwiha aşker kiriye ku ew ligel hejmarek ji rêxistin û partiyên siyasî li Herêmê civiya ye û wan aliyan xwestine ku beşdarî van hilbijartinan bibin. +Zeal Elî herwiha aşkere kiriyekuwan aliyan ji wî re tekez kiriye ku ew van hilbijartinan asteng nakin belku ewê kar bikin ku wan bi taybetî li deverên bakur û rojavayê parêzgeha Hesekê, ku di jêr kontrola YPGê de ne biser bixin û herwiha ji wî re tekez kirine ku hilbijarin mafê her hemwelatiyekî ye ku bixwaze beşdarî wan bibe. +Roja 20 vê gulanê, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cezîrê Ekrem Hiso ji ajansa Asiya ya nûçeyan re ragihandibû ku Rêveberiya xweser beşek ji Sûriyê ye û ji mafê her hemwelatiyekî ye ku beşdarî hilbijartinên serokomarî bibe û tekez kiribû ku ew weke rêveberiya demokrat li pêş beşdariya di hilbijartinan de na rawestin. +Berî niha, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê hilbijartinên serokomarî li Sûriyê Baykot bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku, Tirkiyê di warê azadî û mafên bingehîn û pêşxistina demokrasiyê de gelek gavên li pêş avêtine. + +Şîmşek dema ku li gundê Becirmana navçeya Gercûşa bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê de, pankarta navê gundê Vergîlî diguhart zimanê kurdîku navê wê Becirman bû, ji çapemeniyê re diyar kir ku, bi dehan sal li ser kurdan siyaseta asimlasyon û helandinê hat meşandin û navên sêyeka bajar, navçe û gundên kurdan ji bo zimanê Tirkî hatin guhartin, û êdî hikûmeta AKPê ew siyaseta asimlasyonê bi dawî kir, û di riya paketa demokrasiyê êdî gelê kurd û hemû welatiyên Tirkiyê dikarin navên gundên xwe yên berê vegerînin. + +Şîmşek got: ";Piştî ew qanûna ku hikûmeta me di perlemana Tirkiyê de pesend kir, êdî welatiyên me dikarin navên bajar, navçe û gundên xwe vegerînin zimanê kurdî û zimanên navçeyî, ji xwe piştî salên 1920an de navê gelek gundan bûne bi Tirkî, û ev gund ku navê wê bi Tirkî kiribûnVergîlî yanî berovajiya navê wê ya rastîye,bi xwe ew gundekî seyîdane û ji serdema împaratoriya Osmaniyan ew gund ji patçê hatibû efo kirin, û navê bûbûBecirman ango bê patçe û îro piştî ku xelkê vî gundî daxwaznameyê xwe di riya encûmena wezîran de îmze kirin,me ew nav vegerand rastiya wê";. + +Raydarên gundê Becirmanê daxwaznameya xwe îmze kirin û birin cem waliyê bajarê Êlihê û li wêderê jî îmze kirin, û bi awayekî fermî navê gundê xwe guhartin û vegerandin navê berê Becîrman. + +Wezîrê darayiya Tirkiyê ku xelkê bajarê Êlihê ye, diyar kir ku, ew çalakiya îro çalakiyeke sembolîke, da ku rê ji hemû gelê kurd re vebe ku êdî ew ji bo vegerandina navên deverên xwe de bixebitin û biguhêrin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî got ku niha rewş gelek başe bo bidestxitina destkeftên din ên gelê Kurd. + +Di peyamekê bi helkefta 38emîn salvegera şoreşa Gulanê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ";Em dê berdewamin li ser xebata xwe bo bidestxistina destkeftên din, ji ber ku niha rewş gelek başe."; + +Barzanî da zanîn jî ku ";Niha miletê me li pêş derfeteke dîrokî mezin e û ev derfet erkê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê girantir dike, pêwîste bo parastina maf û berjewendiyên neteweya me, yekrêzî, yekdengî û yek helwestiya hêzên siyasî yên Kurd bihêztir bikin."; + +Serok Herêma Kurdistanê bi pêwsît da zanîn ku aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê ";Bi perpirsiyarî gavan biavêjin da ku ligel hemû aliyan Kurdistanê pêş bixin û rê nedin ne tenê ji van destkeftan paşkevin, lê pêwîste bihêz kar û xebata pêkveyî encam bidin bo bidestxitina destkeftêmn mezintir bo gelê me."; + +Herwiha Barzanî daxwaz ji hemû pêhatên neteweyî, olî, mezhebî û aliyên siyasî ku ";Di astê berpirsiyariya xwe ya dîrokî de bin û bi yek helwest bergirî li wan destkeftan bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê dibe û behsa qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê dike. + +Serokê frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna roja Çarşerma bê ye Parlamentoya Kurdistanê dibe."; + +Herwiha Omêd Xoşnaw da zanîn ku di civînê de wê Barzanî ";Behsa qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê bike."; + +Serokê frakisyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê amaje kir ku beşdariya Serokweîzrê Herêma Kurdistanê di civîna parlamentoyê de li ser daxwaza wî ye. + +Kobanî (Rûdaw)- Ji bo şermezarkirina kuştin û serjêkirina ciwanê Kurd ê bi navê Mihemed Mihemed, xwepêşandaneke berfereh li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de hemû alî û hêzên siyasî û rêxistinên sivîl û pêkhateyên civakî beşdar bûn û siloganên li dijî kuştina Mihemed û li dijî çekdarên DAÎŞê hatin bilindkirin. + +Mihemed ku ji ber îhanetkirina jinên ku ligel wî di otombîlê de bûn, tehmul nekir, ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hat kuştin û serjêkirin. Ji ber vê yekê jî jin û keçên Kobanî bi awayekî berçav tevlî xwepêşandanê bûn. + +Roja înê ya borî li nêzîkî bajarokê Şiyûx li rojavayê Kobanî, Mihemed ji aliyê çekdarên tundew yên DAÎŞê hat kuştin û pişt re serjêkirin. + +خەلكێ دهۆكێ زێدەتر چاڤەرێ پێك ئینانا حكومەتا هەرێماكوردستانێ نە ژ حكومەتا عیراقێ هەرچەندە خوە نابینن بێ ماف ژحكومەتا بەغدا بەلێ ئەو چاڤەریا چەندین سالا ل حكومەتێن بەغدادكر بێ ئەنجام قەلەم ددەن................. +1.خالد ئەحمەد : روژنامەڤان +هەرچەندە خەلك ژ هند كەموكورێن ل ناڤا حكومەتا هەرێما كوردستانێ دیتنە لێ خوە بێ هیڤی نابینن ژ چاكسازێن حكومەتا هەرێما كوردستانێ ............ +2.مستەفا نەعمان: خوانیشتیمانی +یاكو دهیتەگوتن و كرن نەئیكە كوراد بەختێن سپی دگەل حكومەتێن عیراقێ نەێن كەڤ و نەێن نوی ............ +3. عەلی عەونی ئەندامێ سەركردایەتیا پارتی دیموكراتی كوردستان +خەلكی دەڤەرا بادینا وەسا دبینن كو ئەڤ قۆناغا نوگە گەلێ عیراقێ تێدا دەربازدبیت چ ژ سیاسەتا جارانەهاتیەگورین بتنێ سەروچاڤێن كەسا نەبن لەورا هیڤێن دەستڤە ئینانا مافێن خوە ژ حكومەت و پەرلەمانێ كوردستانێ دپرسن. + + +Hesekê (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku hîn di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye, ava vexwarinê her 4 rojan bi tenê 2 saetan tê. + +Xelkê bajêr her çar rojan li benda van du saetan dimînin ji bo ku ava xwe ya pêwîst dagirin û karên male pê bikin. + +Ava bajarê Hesekê ji bajarê Serêkaniyê tê ku li wir 30 bîrên avê hatine kolandin, lê rejîmê tenê 17 bîr bikar anîne û 13 bîrên din nayên bikaranîn, hênceta wan jî ewe ku mazota pêwîst tine. + +Bi hatina demsala havînê gemar zêdetir dibe û divê mirov rojane serê xwe bişoyî, lê li gorî hemwelatiyên bajêr dibêjin, ji ber kêmiya avê ew di heftiyê de bi tenê carekê serê xwe dişon. + +Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê roj bi roj xwendinakurdî zêdetir dibe. Ji bo pêşxistin û geşkirina kurdî jî gellek sazî hewl û xebatên xwe didomînin. di navbera salekê de digel kursên taybet gellek sazî û zanîngeh jî êdî perwerda kurdî didin. + +Ji wan saziyan yek jî Komeleya Çand û Piştgiriya Kurdî ya Enqerê (KURD-DER) e. KURD-DER tevî kêmasiyan di warê perwerdeya kurdî de rastî elaqeyek gellek mezin dihêt û di dewreyên perwerdaya vê komeleyêde gellek kes perwerda kurdî dibînin. + +KURD-DERê dewreya xwe ya biharê temam kir û xwendekarên vê dewreyêê sertîfîkayên xwe standin…. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanên k u li gundê Kirikdarê yê navçeya Lîceyê ya Amedê li dijî operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê çalakî lidarxistibûn,rastî mudaxeleya leşkeran hatin û pevçûnan careke din dest pê kir. + +li gorî DÎHDAyê, welatiyên ku du rojin li navçeya Lîceyê ya Amedê li dijî tevgera leşkeran û çêkirina qereqol û qeleqolan çalakiyan li dar dixin, rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. + +Şeva din li gundê Kirikdarê ciwanan li ser rêya navbera Amed-Çewlikê xalên kontrolê danîn û serê sibê jî leşker û bi dehan wesayîtên leşkerî hatin gund û êrîşî ciwanan kirin. + +Ciwanan li hemberî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û ava şid bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva dan. + +Hat ragihandin ku piştî pevçûnê leşkeran gund dorpêç kir. Ciwanên ku ev yek ferq kirin li girên bilind bi cîh bûn û destûr nedan leşker nêzîî gund bibin. + +Hat zanîn ku pevçûnan di navbera leşker û ciwanan de berdewam dike û rêya Amed-Çewlikê jî ji duh ve ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û nahêlin yek otomobîl jî derbas bibe. + +Welatiyên li gundê Derkê jî sekna xwe didomînin. + +Rêya navbera Amed û Çewlikê hatiye girtin +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê car din li ser berdewamiya hinartin û firotina nefta Kurdistanê li bazarên cîhanê de tekez kir û ragihand, dê bi wergirtina deyin ji hinek bankên navdewletî û pereyê neftê mûçeyên karmendan were dayîn. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro li Hewlêrê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, Herêma Kurdistanê dê li ser firtona nefta xwe berdewam be û wiha got: ";Lê pişka ku niha tê firotin têra dabînkirina pêdiviyan nake lewma divê rojane 400 hezar heta 500 hezar bermîl were hinartin."; + +Sefîn Dizeyî, diyar kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya vê dawiyê ya Ewropayê de bi hinek navendên darayî û bankên navdewletî re gotûbêj kiriye bona wergirtina deyin da ku hikûmet bikaribe bi vî deyinî û pereyê neftê mûçeyên karmendan bide. + +Ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrola Kurdistanê bo derve, ev çend meh in hikûmeta Iraqê bûdce û mûçeyên karmendên Kurdistanê qut kiriye ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend meh in bixwe mûçeyên karmendan dabîn dike. + +Berdevkê hikûmetê her wiha anî ziman ku Hewlêrê pişta xwe bi îradeya gelê Herêma Kurdistanê ve girêdide û ti carî serê xwe li ber biryarên Bexdayê natewîne û dê li ser hinartina nefta xwe jî berdewam be. Helbet hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem alîgirê çareseriya aştiyane ya arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser hinartina petrolê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo cara yekemîn, vê pêncşemê Kurd, Azerî û Ermeniyên bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re ji bo Gola Ormiyê bimeşin. + +Navenda Kurmanc li zanîngehên Ormiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja pêncşemê wê Kurd, Azerî û Ermeniyên Ormiyê bi hev re li ber deriyê parêzgariya Ormiyê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dar bixin û tê de wê bixwazin ku bi awayekî lezgîn kar ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê were kirin. + +Di daxuyaniyê de bang li xelkê hatiye kirin ku nabe dijatiya hev bikin ji ber ku Ormiyê bajarê wan her sê pêkhateyan e. + +Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ewê kar bikin ji bo aştiya navbera Kurd, Azerî û Ermeniyên Ormiyê heta ku bi hev re bikaribin hikûmetê neçar bikin ku Gola Ormiyê rizgar bike. + +Di dawya daxuyaniya Navenda Kurmanc de bi her sê zimanên kurdî, azerî û ermenî spasiya hemwelatiyên Ormiyê hatiye kirin û tekez dike ku Gola Ormiyê ya her sê pêkhateyan e. + +Di rojên borî de saziyên jîngeparêzên Ormiyê li Rohilatê Kurdistanê ragihandin ku êdî Gola Ormiyê bi temamî zuha bûye û divê ji bo rizgarkirina wê kar were kirin, ji ber ku jiyana xelkê 5 parêzgehan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikeve metirsiyê. + +Ev cara yekemîne ku her sê pêkhateyên Ormiyê wate Kurd, Azerî û Ermenî bi awayekî hevgirtî xwepêşandanê dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê roja 3yê hezîranê li hemû navçeyên di bin kontrola hêzên rejîmê de birêvebiçin, ji wan parêzgeha Hesekê ku hejmara herî mezin a Kurdan tê de niştecî ne. + +Li gor raporteke televizyona Sema ya nêzîkî rejîma Sûriyê, li parêzgeha Hesekê ya ku di dawiya meha çile ya borî de rêveberiyeke xweseriya demokratîk ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve tê de hatiye ragihandin, wê 757 navendên dengdanê bên vekirin. + +Di raporta wê televizyonê de ku li bajarê Amûdê hatiye amadekirin, serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de diaxife û dibêje ku ";rêveberiya xweseriya demokratîk beşek ji Sûriyê ye û mafê her hemwelatiyekî Sûriyê heye ku çalakiyên xwe di navçeyên vê rêveberiyê de li dar bixe";. + +Ekrem Hiso herwiha diyar dike ku wan di rêveberiya xweseriyê de ";hêvî dikir ku lihevkirinek di navbera pêkhateyên siyasî de hebe berî ku hilbijartin çêbibin";. + +Cîgirê serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Hisên Ezam jî di heman raportê de diaxife tekîd dike ku ";wek rêveberiya xweseriya demokratîk ewê ji kesî nexwazin ku biçin deng bide yan na, lê mafê her hemwelatiyekî heye ku tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bi kar bîne";. + +Roja yekşemê ya borî, parlamenterê Kurd Omer Osê ji rojnameya el-Weten a nêzîkî rejîma Sûriyê re ragihandibû ku ";ew ligel berpirsên rêveberiya xweseriya demokratîk rêkftine ji bo ku sindoqên dengdanê li navçeyan di bin kontrola wan de bên danîn";. + +Osê ku vê dawiyê bi serdanekê hatibû bajarê Qamişlo, derbarê helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de ku biryar daye hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike, dibêje ku ";ew biryar ti bandorekê li ser cadeya kurdî û beşdariya di hilbijartinan de nake";. + +Bi vê yekê jî tekîd dibe ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li piraniya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê wê birêvebiçin, bi taybet li bajarê Qamişlo ku çend navend ji bo dengdanê hatine destnîşankirin, wek ofîs û baregehên Partiya Baes û avahiya şaredariyê. + +Li parêzgeha Helebê jî ku li her du herêmên Kobanî û Efrînê rêveberiyek bi heman awayî ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, parêzgarê Helebê Mihemed Wehîd aşkere dike ku ";Kurdên li Efrîn û Kobanî wê li her du bajarokên Nubil û Zehraa li bakurê Helebê dengên xwe bikar bînin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka şaredariya bajarê Amedê Gultan Kişanak ragihand ku hikûmeta Tirkiyê li ser mijarên Sûriyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nîqaşê nake û naxwaze Kurdan têxe nav proseya çareseriya krîza Sûriyê. + +Kişanak di foruma ku Tora al-Jazeera li paytexta Qeter Dewhayê derbarê ";siyaseta Tirkiyê û bandore wê li ser herêmê"; de çêkiriye diyar got ku ";gelê Kurd êdî nema dixwaze sînorên nû çêbike û li ser mijarên sînoran siyasetê bike, ew dixwaze bi gelên herêmê re jiyaneke nû li dar bixîne";. + +Gultan kişanak destnîşan kir ku ";siyaseta Tirkiyê li Sûriyê li dijî gelê Kurd e û ev bûyerên ku li ser sînora Tirkiyê û Rojava diqewimin û Kurd tê jiyana xwe ji dest didin, li ber çavane";. + +Hevseroka şaredariya bajarê Amedê da zanîn ku ";pêwîte hikûmeta AKPê û her kes bizanibe ku ew asta ku Kurd li her derê gihiştiye û statoyên ku bidest xistiye nema jê vedigere yan jî dev jê berdide";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li deryaya Egeyê erdhejek pêk hat. + +Navenda jiylojîk a Tirkiyê ragihand ku îro serê sibhê dora saet 3.15 deqe erdhejek bi tundiya 4.1 pile li gor pîvana Rîxterê li Wanê û derdora wê pêk hat. + +Herwiha li deryaya Egeyê li Tirkiyê jî saet 12.30 şevê û bi tundiya dîsa 4.1 pile li gor pîvana Rêxterê, Erdhejek pêk hat. + +Li gor medyaya Tirkiyê û agahiyên ku hatine belavkirin, heta niha derbarê ziyanên madî û giyanî de ti rewşên nerênî nehatine belav kirin. + +Roja 25 gulanê û bi tundiya 6.5 pile li deryayê Egeyê erdhejek pêk hat û bajarên Steebol, Çalakale, Îzmîr û Balikhisarê hejiya, lê jibilî birîndaran û ziyanên madî ti kesî jiyana xwe ji dest neda. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê çarşemê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Parlamentoya Kurdistanê bibe û behsa krîza darayî ya Başûrê Kurdistanê bike. + +Serokê frakisyona Tevgera Gorranê Rabûn Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku mijara sereke ya civîna sibê ya parlamentoyê wê krîza aborî li Kurdistanê û pirsgirêka budceyê li Başûrê Kurdistanê be. + +Meirûf diyar kir ku komîteya darayî ya parlamentoyê raporteke têr û tije derbarê vê meselê de amade kiriye ku bi giştî pirsên sereke yên xelkê Kurdistanê û parlamenteran li xwe digire. + +Serokê frakisyona Gorranê herwiha got ku ";ew raport gihiştiye Nêçîrvan Barzanî û dê hewl bide daxuyaniyê derbarê pirsên giştî yên xelkê Kurdistanê de bide parlamenteran";. + +Ji aliyê xwe ve, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";amadebûna Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser xwesteka xwe bû";. + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Festivala helbestan ya navdewletî li bajarê Mêrdîn li Bakurê Kurdistanê birêve çû, beşdarbûyan jî dan xuyakirin ku Mêrdîn bajarê helbestvanan e. + +Di Festivala helbestan ya navdewletî çendîn helbestvan û ji 5 neteweyên cuda beşdar bûn, ku tê de dan xuyakirin ku Mêrdîn bajarê Helbestvanan e lewma bi bi heman navî jî hatiye naskirin. + +Herwiha xwendekarên beşa zimanê Kurdî jî li zanîngeha Artuklu beşdarî Festivala helbestan ya navdewletî li Mêrdînê bûn. + +Xwendekarên beşa zimanê Kurdî dan zanîn ku beşdariya wan di festival de tê wateya karîna wan bo geşkirina zimanê Kurdî. + + +Şingal (Rûdaw)- Piştî 10 salajn ji azadiya raderbirînê li cem xelkên Şingalê, heta vê gavê zimanê Kurdî di helkeftên fermî û nefermî de nayê bikar anîn. + +Li Şingalê piraniya belavokên mîna rojname û govar heta danûstandinên li ser torên civakî jî zimanê Erebî bikar tînin, vê yekê jî wek paşmayên bandora 35 salên bierebkirinê didin zanîn. + +Di vê barê de pisporê di warê zimanê Kurdî de, Seîd Cerdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Dibe ku 35 salên bierebkirina navçeyê hê bandora wê bitemamî neçûbe, lê nifşê nû li Şingal ku bi zaimanê Kurdî li dibistanan dixwînin dê navçeyê ber bi çanda Kurdî ve bibin."; + +Niha 35 hezar xwendekar li dibistanên Kurdî li şingalê hene herwiha berpirsê ragihandina perwerdeya Kurdî li Şingalê, Xelef Hecî Mihehem dibêje: ";Niha 8 hezar kes beşdarî proseya jinavbirina nexwendewariyê bûne, lê hikûmeta Iraqê dergeh ji xelkên nexwedewar re vekirin ku bi ziamanê Erebî bixwînin herwiha pereyan jî li himber vê yekê ji hikûmetê werdigirin."; + +3ê bingehln rewşenbîriyê yên Kurdî li Şingalê hene, lê hemû belavokên wan bi zimanê Erebî ne, ji bilî ku danûstandin û nivîsîna li ser torên civakî jî bi Erebî ye, tenê du radyoyê er bi PDK û YNK ve hene ku pexşa wan bi zaimanê Kurdî ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurukçû berî du rojan ji raya giştî re ragihand ku pêşinyariyeke xurt heye ku hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û seroka Partiya Bindestên Sosyalîst Fîgen Yukeskdag (ESP) bibin hevserokên HDPê. + +Li gor nûçeyên ku li medyaya Tirkiyê tê belavkirin, hevserokê BDPê Demîrtaş qebûl kiriye ku di 22yê hezîranê de dema lidarxistina kongreya HDPê bibe hevserok, lê biryara dawiyê wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bê dayîn ku îhtîmala mezin li gor daxuyaniyên wê şandê, dê di dawiya vê heftiyê serdan pêk were. + +Herwiha tê gotin ku wê hevdîtina bi Ocalan re raman û biryarên wî derbarê her du kongreyên partiyên HDPê di 22yê hezîranê û ya BDPê di 8yê hezîranê de bên girtin ku îhtîmala mezin wê hevserokê BDPê li dewsa Demîrtaş û Gultan Kişanak ku bûye hevseroka şaredariya Amedê, ji kesên ne parlamenter bên destnîşankirin û navê BDPê bibe Partiya Herêmên Demokratîk. + +Dîsa li gor malperên nêzîkî BDPê wê serokê berê yê şaredariya bajarê Amedê Osman Baydemîr bibe serokê Kongira Civakên Demokratîk (KCD) li dewsa Ahmet Turk û wê partî rêberî ji pêkanîna xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bike. + +Her dîsa wê guhertin di wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê de jî çê bibe. Wê Pervîn Buldan li ciyê xwe bimîne wekîla koma HDPê, lê li dewsa Îdrîs Baluken wê Sirî Sureya Onder bibe wekîlê koma partiyê û Baluken wê bibe berpirsê rêveberiyê di parlamentoyê de. + +Li aliyekî din li gor agahiyên peyemnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê, Tevgera jina Azad a Demokratîk ya BDPê pêşinyariyên xwe dikin û di heman demê zextê li ser HDPê dikin ku namzedê wan ê hilbijartinên serokomariyê jin be. + +Çavdêrên siyasî yên Kurd dibêjin ku zelalbûna van agahiyên derbarê guhertinên di nav BDP-HDP-KCDê de wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi Ocalan re bên kirin û heta niha jî tiştên ku tên îdîakirin, hîn nebûne biryar û tenê di warê îdîayan de dimînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di civîna koma partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de BDP û HDP nîşan da û got ku ";malbatên zarokên wan hatine revandin û şandine çiyê niha li ber şaredariya bajarê mezin çalakiyê li dar dixin, ez wan ji dil silav dike"; û bang li çapameniya Tirkiyê û cîhanê kir ku ew çima van bûyeran nanivîsin û nabînin. + +Erdogan bang li HDPê û BDPê kir ku ew li kû derê ne û ew dem bi dem hûn diçin Qendîlê û li hev dikin û tên, pêwîste ew zarokên van malbatan bînin, ji ber ku ew navnîşana van zarokan baş dizanin, divê ew wan bînin û eger ku wan zarokan neynin ewê plana (B) têxin dewrê. + +Rêxistina BDPê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê û diyar kir ku BDPê ew zêdebûna tevlîbûna gerîlayan ya demên dawî de bi sedemên encama polîtîkayên AKPê ne, ciwanên ku tevlî gerîla bûne di vê pêvajoyê de dîtine ku AKPê ne samimiye û ji ber vê jî tevlîbûnê tercîh dikin û ev di encama bê cidiyeta hikûmeta AKPê de pêk tê û ti têkiliya BDPê jî bi tevlîbûna gerîlayan tine ye. + +Rêxistina BDPê destnîşan kir ku berpirsê vî şerî ku 40 sale didome dewleta Tirkiyê û şopdarê wê ya îro AKPê ye, pêvajoya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan daye destpêkirin tê sabotekirin û heta niha êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Kurd berdewame. + +BDPê di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku di demên dawî de ku tevlîbûna ciwanan ji gerîla re zêde bûye, polîsên Tirkiyê li Amedê wê tiştî bikartînin û diçin malbatên wan ciwanan tûj dikin ji bo ku vê mijarê ji bo başiya xwe bikarbînin, ew jî wan hişyar dikin ku van pilanên xwe dev jê berdin û bang li wan malbatan dikin ku nebin amûrê van lîstikan. + +Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ragihand ku çi keçik dibin çi kur, ciwanên bi temenê 15-16-17 salî ku hîn negihiştine temenê yasayî, eger bi dilê xwe tevlî gerîlayên PKKê bûne, yan jî bê dilê xwe, pêwîste werin vegerandin ji bo mal û malbatên xwe, divê rayedarên PKKê van kesan vegerînin û pêşiya kesên ku bi vê temenê tevlî gerîlayan dibin jî bigrin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Şebek, ji hemû kurdên ku li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dijîn, ";dûrtir"; in, ji ber ku rastî du care êriş û guherîna demografiyê bûne; carekî ji ber ku kurd in û cara din jî ji ber ku li ser mezhebê şîe ne. + +Hejmara kurdên Şebek ji 350 hezar heta 400 hezarî ye û li derdora parêzgeha Mûsilê dijîn. Li wê deverê 75 gundên Şebekan hene ku 19 jê hatine erekirin (teirîb). Şebek xwe wek kurdên resen dibînin û daxwaziya wan jî tenê ew e ku li zêda xwe bi aramî bijîn. + +Ji roja hilweşîna rêjîma Sedam Husên ve heta niha herî kêm hezar û 338 kurdên Şebek ji aliyê komên çekdar ên radîkal ve hatine kuştin û zêdetirî 8 hezar malbatên Şebek jî ji ber tirsa êrişên komên radîkal neçar mane cih û warên xwe biterikînin. + +Li gorî destûra Iraqê, pişka kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê û Encumena Parêzgeha Mûsilê de tenê kursiyek e û ev du kursî niha di destê wan kesan de ye ku daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê dikin û dixwazin devera wan vegere ser Herêma Kurdistanê… + +Kurdên Şebek tenê du navendên wan ên rewşenbîrî û civakî heye bi navên Şebek û Maço, ji ber ku ew bi zaraveya goranî yan jî maçoyî diaxifin ku nêzîkî zazakiya Bakûrê Kurdistanê ye û hewramiya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. + +70% ji kurdên Şebek şîe ne û yên din jî li ser mezhebê sunnî ne û jibilî kêşeya sunnîbûn û şîebûnê arîşeyek wan a din jî heye ew jî kurdbûn û erebbûn e… + +Şebek zêdebarî hemû zehmetî û belengaziyên ku dibînin, dîsa jî dest ji kurdiniya xwe bernadin û xwe wek kurdên resen dibînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez li ser yekrêzî û yek hewlesta Kurd li Bexdayê kirin herwiha tekez li ser zû pêkanîna komîteya danûstandinan ligel aliyê Iraqî kirin. + +Îro, 27.05.2014, polîtburoya YNK û polîturoya PDK li nivîsîngeha cîgirê serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiyan. + +Endamê polîtburoya YNK, Ednan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa encamên civîna ligel polîtburoya PDK kir û got: ";Tekezî li ser birayar yekrêzî û yek hlewest û pêkanîna komîteyek hevbeş bo danûstandin ligel aliyên siyasî li Bexadyê hat kirin."; + +Herwiha Muftî da zanîn ku di civînê de ";Behsa wê yekê hat kirin ku pêwîste lez bê kirin di pirsa pêkanîna hilkûmeta Herêma Kurdistanê de û kak Nêîçrvan û kak Qubad têkiliyên xwe berdewam bikin da ku navê kandîdan werbigirin, herwiha serpiriştiya wê komîteyê dikin ku karê nivîsîna karnameya hikûmetê dikin."; + +Derbarê hin pirsên girêdayî navbera YNK û PDK de Mûftî wiha ragihand: ";Em li ser bingehên sereke rêkeftin."; + +Berî niha jî lîsteya Dewleta Yasa, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, ragihandibû ku YNK dê beşdarî hikûmeta Iraqê bibe û bi awayekî destpêkî jî li ser vê pirsê rêkeftin çêbûye, endamê polîtburoya YNk got: ";Hewletsa YNK zelal û aşkere ye, yekrêziya Kurd di destpêka karên me de ye, di civîna dawî ya serkirdatiyê de behsa wê yekê hat kirin ku YNK pêgirî yekrêzî û yek helwesta Kurd dibe û di civîna aliyên siyasî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê YNK careke din diyar kir ku em beşekin ji biryara siyasî li Kurdistanê û pêwsîte ew birayr bi yek helwestî be da ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be."; + +Derbarê posata serokomarê Iraqê jî, Ednan Muftî wiha ragihand: ";Ti axevtin di vê barê de nehat kirin, tenê birayr hat dayîn ku danûstandin di navbera her du aliyan de berdewam bin bo mebesta behskirina hemû pirsan."; + +Herwiha Muftî amaje kir ku YNK agehdarî proseya şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê ye û got: ";Kak Nêçîrvan Barzanî behsa gavên dawî yên firotina petrolê kir û têkiliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Tikriyê aşkere kirin."; + +Da zanîn jî ku: ";Siyaseta petrolê bigiştî ligor yasaya petrol û gaz e, ku komîteyek bilind li Herêma Kurdistanê heye û ji serok û cîgirê serokê hikûmetê, Wezîrê Pilandanan, Wezîr Çavkaniyên Srûştî û Wezîrê Darayî pêk te, ku 2 ji wan YNK ne û her gave ku hikûmet dide ew komîte lê berpirsiyare, wate bi vê yekê em agehdarin û eger temaşeyî serdanên aşnda hikûmetê bo Tikriya bikin diyare ku di piraniya hevdîtinan de cîgirê serokê hikûmetê, ku endamê polîtburoya YNK ye, amade bû."; + +Endamê polîtburoya YNK da zanîn jî ku ew piştgiriya proseya firotina petrola Herêma Kurdistanê dikin ";Û her birayrek ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de em piştgiriya wê dikin, ji ber ku em beşekin ji hikûmetê û divê em piştgiriya biryarên hikûmetê bikin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, zilamekî ji ber jarî û belengaziyê xwe şewitand. Malbata wî ji ber belengaziyê nikarin merasima şîna wî li dar bixin. + +Li Hewlêrê, zilamekî bi navê Îbrahîm Mihemedê 49 salî û bavê 5 zarokan, ku li yek ji zanîngehên Hewlêrê karê pasewaniyê dikir, xwe şewitand. + +Malbata wî dibêjin, wî zilamî ji ber jarî û belengaziyê xwe şewitandiye çimkî nikarîbû kirêya mala xwe bide û piştî mirina xwe tenê 1500 dînar (nêzîkî dolarek) ji malbata xwe re hîştiye. + +Ji ber vê yekê malbata wî mirovî nikarin merasima şîna wî li dar bixin. + +Malbata wî dibêjin, beriya ku xwe bişewitîne tiştekî wî tinebû lê îro danê sibê piştî nimêjê bi agirê serşokê xwe şewitand… +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela, diyar kir ku ew ji girtin û kuştina xwe natirse ji ber wê jî her dem amade ye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Mela her wiha bang li PKK û PDKê kir ku alîkariya wan bikin da nakokiyên wan bi PYDê re bên çareserkirin. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, ku ";bi neçarî"; niha li Herêma Kurdistanê dijî, bû mêvanê bernameya Hevpeyvîn a Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da. + +Siûd Mela, li ser çûyîna xwe ya Rojavayê Kurdistanê got, ez qet ji girtin û kuştinê natirsim û amade me sibê derbasî Rojava bibim. + +Mela anî ziman ku di kongreya partiyan de ti biryarek sebaretî wê yekê ku divê lîderên PDK-Sê derbasî Rojava bibin nehatiye wergirtin lê ji ber ku ew sekreterê giştî ye divê li Rojava bimîne da ku baweriya gel bidest bîne. + +Sekreterê Giştî yê PDK-Sê her wiha ragihand ku ew amade ne bi PYD, rêjîma Sûriyê û hemû partiyên din re rûnên û çareyekê ji kirîza Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê re bibînin. + +Siûd Mela, li ser rexneyên serokê giştî yê PYDê Salih Muslim, ku gotibû ";PDK-S partiya dolaran e"; ragihand, li şûna ku Muslim wisa bêje bila bigota werin em bi hev re li ser pirsgirêkên xwe kar bikin û çareyekê jê re bibînin. + +Mela her wiha ji PDK û PKKê jî xwest, nakokî û arîşeyên wan bi PYD re çareser bikin. + +Tê zanîn, di demên dawiyê de gellek endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û sirgûnî Herêma Kurdistanê hatin kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku li ser pêşniyaza Mesûd Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwaze posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê nede YNK. + +Îro, Sêşemê, her du polîtburoypn YNK û PDK li Hewlêrê bi hevre civiyan. + +Çavkaniya agehdar ji civîna YNK û PDK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";PDK daxwaz kir ku posta cîgirê serokê parlamentoyê bo PDK be û Caefer Îbrahîm di wê postê de bimîne."; + +Ev pirsa han di demekê de tê ku YNK biniyazbû di çend rojên bê de navê kandîdê xwe bo posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê yekalî bike. + +Çavkaniyê amaje kir ku ";Ew pêşniyar ya Mesûd Barzanî bû, lê me bersiv neda û em dê çavlirêy vegera Barzanî dikin da nbiryara xwe bidin."; + +Berî niha, di dema danûstandinên pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, şanda YNK û şanda PDK li ser wê yekê rêkeftibûn ku PDK wê posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bide YNK da ku beşdarî hikûmetê bibe, di himber de jî dê PDK posta sekreterê parlamentoyê box we bibira. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekemîn rûniştina taybet bi dosyeya destirêjîkirina cinsî ku li dijî keçeke 16 salî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin, li dadgeheke bajarê Hewlêrê destpêkir. + +Di rûniştina duh ya li Dadgeha Tawanan a Hewlêrê de 5 ji wan kesên ku bi destdirêjiya seksî li ser keça 16 salî tên tometbarkirin, amade bûn. + +Di rûniştinê de, çend nûnerên rêxistinên sivîl yên mafên mirovan û yên li dijî tundûtijiya li ser jinan, herwiha çend parlementerên Başûrê Kurdistanê û malbata keça 16 salî jî beşdar bûn. + +Rûniştina darizandina wan tometbaran saet 9.30 sibehê destpêkir û derdora 2 saetan berdewam kir, lê ew bê ti encamekê bi dawî hat. + +Dadwer biryar da ku rûniştina duyem ya heman dosyeyê roja 8ê hezîranê were lidarxistin. + +Roja 6/1/2014, keçeke 16 salî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di Superamrkêteke bajarê Hewlêrê de kar dikir, ji aliyê 7 kesan ve hat revandin û pişt re 6 kesan ji wan destdirêjiya seksî li wê kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Leşkerên Tirkiyê vê carê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke Ereb kuştin û ciwanek jî birîndar kirin. + +Hat ragihandin ku leşkerên Tirkiyê bi qasî sed metrî ketin nav axa Rojavayê Kurdistanê û gule li malbateke ku dixwest derbasî Bakur bibe, reşandin. + +Leşkerên Artêşa Tirkiyê ku li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bicih bûne, heta niha gellek caran bê pirs û îfade gellek kes li ser sînor dane ber guleyan û ew kuşitine. + +Pêr êvarê ev bûyer di navbera Serêkaniyê û Ceylan Pinarê de qewimî. + +Malbateke Ereb ku ji şerê navxwe yê Sûriya direviya û dixwest biçe Tirkiyê, ket ser rêya Bakurê Kurdistanê, lê ew rastî leşkerên Tirkiyê hatin. + +Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên Tirkiyê dengê malbata Ereb bihîstine û ji bo rê li wan bigirin sînor derbas kirin û bi qasî 100 metreyî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û pira kevin a Til Xelef derbas kirin û gulle li malbata Ereb reşandin. + +Di encam de jineke bi navê Şiwa Hisên ku temenê wê 33 sal bû hate kuştin û kesekî din jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku daxuyaniyê derbarê krîza aborî de bide, gihişte avahiya Parlamentoya Kurdistanê. + +Duh Serokê frakisyona Tevgera Gorranê Rabûn Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibp ku mijara sereke ya civîna sibê ya parlamentoyê wê krîza aborî li Kurdistanê û pirsgirêka budceyê li Başûrê Kurdistanê be. + +Meirûf diyar kir ku komîteya darayî ya parlamentoyê raporteke têr û tije derbarê vê meselê de amade kiriye ku bi giştî pirsên sereke yên xelkê Kurdistanê û parlamenteran li xwe digire. + +Serokê frakisyona Gorranê herwiha got ku ";ew raport gihiştiye Nêçîrvan Barzanî û dê hewl bide daxuyaniyê derbarê pirsên giştî yên xelkê Kurdistanê de bide parlamenteran";. + +Ji aliyê xwe ve, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";amadebûna Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser xwesteka xwe bû";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ku piştî teqîna 9ê gulanê ya li bajarokê Tirbespiyê ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tên naskirin, hatibû girtin, şeva borî serbest hat berdan. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";endamê komîteya navendî ya partiya wan Mihemed Emîn Ebas duh duşemê dora saet 1ê nîvê şevê li bajarê Qamişlo ji zindana PYDê derket";. + +Mihemed Îsmaîl diyar kir ku Mihemed Emîn Ebas ê ku bi Bavê Mizgîn tê naskirin ";bi tometên bê bingih û nerast ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin û duh hat azadkirin";. + +Mihemed Emîn Ebas piştî teqîna roja 9ê gulanê ya li bajarokê Tirbespiyê, li bajarokê Çilaxa ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin. + +Asayişê, PDK-Sê bi ";encamdana teqîna Tirbespiyê tometbar dike û dibêje kesên girtî destê wan di wê teqînê de hebû";, lê PDK-Sê vê tometê red dike û dibêje hevalên wan ji ber sedemên siyasî hatine girtin. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê bal kişand ku ";jibilî hevalên wan ên ku berê li Efrînê hatine girtin û bi tometên bê bingih di dadgehên ne rewa de hatine hukumkirin, heta niha 6 hevalên wan ên ji Tirbespiyê, 2 ji gundê Rikava yê girêdayî Dêrikê û endamê komîteya navendî li Efrînê Hisên Îbiş li cem asayişa PYDê girtî ne";. + +Her derbarê vê mijarê de, komîteya navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ";girtin û nefîkirina serkirdeyên partiya xwe ji aliyê PYDê ve şermezar kir"; û derbarê berdewamiya van karên ku wek ";ne berpirsyar"; daye zanîn de, hişyarî da PYDê. + +Di daxuyaniyê de, komîteya navendî ya PDK-Sê daxwaz ji PYDê kir ku ";dest ji rêbaza xwe ya dijatîkirina PDK-Sê berde û hemû endamên PDK-Sê yên ku di zindanê wê de girtî ne, serbest berde";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, proseya firoştina petrolê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da. + +Nêçîrvan Barzanî îro li ser xwesteka xwe hate Parlamentoya Kurdistanê û derbarê birrîna mûçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de got ku ";ev çend sale Bexda bi tenê 10% ji mûçeya Herêma Kurdistanê dişîne , di demkê de pêwîste 17% be";. Herwiha aşkere kir ku ";Bexdayê 6 trilyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye";. + +Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku di civîna wan a vê dawiyê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û pişt re ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî de, wezîrê darayî yê Iraqê got ku ";bi biryara serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî mûçeya Herêma Kurdistanê hatiye birrîn";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ";Dema em çûn Bexdayê me hizir kir ku krîza darayî li Iraqê bi giştî heye, lê me ji wan pirsî, gotin ti pirsgirêkeke Iraqê tine ye û tenê budceya Herêma Kurdistanê nayê dayîn";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ";dema wan ev yek ji me re got, hîn me petrol nefiroştibû û em mijûlî çareseriyê bûn, lê dema wiha lêhat, em jî narûnin û divê em çareseriyekê bibînin";. + +Serokwezîr Barzanî fermnaberên Herêma Kurdistanê piştrast kir ku mûçeyên wan ji dest naçe û ew pirsgirêk wê zû bê çareserkirin. + +Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê pirsa petrolê de li ser kontrolê ye û got ";Ew dibêjin proseya firoştina petrolê teslîmî me bikin, em jî dibêjin bi çi heqekî, ji ber ew daxwaza wan ne destûrî û ne yasayî ye";. + +Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: ";Bexda dibêje ewê dahata petrola Herêma Kurdistanê bike budce, lê em ti carî vê yekê qebûl nakin, ji ber ti gerentiyek tine ye daku rê li ber wê yekê bigire ku careke din bi biryara take kesekî budceya Herêma Kurdistanê neyê qutkirin";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de jî ragihand ku ew amade ne kompaniya SOMO çavdêriya proseya firoştina petrola Herêma Kurdistanê bike, lê got ";Em kontrolê naxin destê SOMO, ev yek bi tenê ji ber wê yekê ye ku 17% ji budceyê bi rastî bigihe Herêma Kurdistanê";. + +Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku niha jî deriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên ligel Bexdayê vekiriye, ";lê eger ew hemû deriyan bigirin, em jî wiha nasekinin, firoştina petrolê jî peyama me bû ji bo Bexdayê ku em dikarin tiştê em bixwazin bikin û em yek gavê jî di vê proseyê de paşde navêjin";. + +Stenbol (Rûdaw)- Di yekemîn salvegera bûyerên parka Geziyê de çavê raya giştî zîviriye ser aliyên bûyeran. Ji hêlekê saziyên di bin banê ";Piştgiriya Taksîmê"; de kom bûne doza vekirina parka Gezî û parkên din dikin û dibêjin ku ewê bi van daxwazan di salvegera bûyeran de derkevin Qada Taksîmê. Ji hêla din jî hikûmet bi ti awayî nahêle li Qada Taksîmê û bi taybet li parka Geziyê çalakî bên lidarxistin. + +";Piştgiriya Taksîmê"; berî salvegera bûyeran, daxuyaniyek da medyayê û banga derketina Qada Taksîmê kir. + +Di daxuyaniya de bi taybetî bang li hikûmeta AKPê hate kirin ku li hember daxwazên wan serî li şîdetê nede. + + +Dihok (Rûdaw)- Dema ku mirov derbasî Kampa Domîzê ya ser bi parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê ve dike, ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistnê, dîmenek bala mirov dikşîne ew jî alavên muzîkê yên li ser milyê hejmareke berçav ji ciwanên wê kampê ye. + +Di nava Kampa Domîzê de gelek kesên xwedan şiyan û behre di wan muzîkê de hene, ku bi rêya muzîkê bîranînên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bibîr tînin, Cîhas Seidûn jî yek ji wan hunermednên di nava kampê de dijî. + +Ew dibêje: ";Berê xelkê bi kêf û şahî dawetên xwe lidardixistin û birêve dibirin, lê niha ew kêf li cem xelkê nemaye."; + +Herwiha Newzad, ku ew jî hunermende dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê stranên neteweyî berî şoreşê qedexe bûn û hin car hunermendên Kurd li ser strandina straneke neteweyî dihatin girtin. + +Her du hunermend dibêjin ko li vir jî mîna Rojavayê Kurdistanê guhdan bi berhemên wan tuneye lê ew niha bêtir azadin ji aliyê pêşandina hizrên xwe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Tirkiyê wê 2 hezar û 500 rêveberên hêzên ewlekariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê destnîşan bike. + +Li gor medyaya Tirkiyê, wê roja 30ê gulanê lîsteyke peywirkirina rêveberiyên nû yên hêzên ewlekariyê li Tirkiyê ji aliyê wezareta navxwe ve derbikve. + +Tê ragihandin ku wê di vê lîsteyê de navê zêdetirî 5000 rêveber û cîgirê rêveberên ewlekariya bajaran li Tirkiyê bên peywir û destnîşankirin. + +Herwiha wê ji van 5000an, 2 hezar û 500 di bajarên Bakurê kurdistanê de bên peywirkirin. + +Li gor van nûçeyan wê ew rêveber di saziyên tekoşîna li dijî terorê, tevger û rêxistinî, karê qaçaxçîtî û îstîxbaratê de bên peywir û bicîkirin. + +Heta niha 27 hezar karmendên hêzên ewlekarî û polîsan li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine guhertin û destnîşankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîratş îro danê sibê bi malabatên ku ev heftiyeke ji bo zarokên xwe yên ku tevlî PKKê bûne vegerînin, çalakî li dar dixin re hevdîtin pêk anî. + +Li gor medyaya BDPê, Demîrtaş îro bi malabatên wan zarokên ku tevlî PKKê bûne re rûnişt û ji wan re diyar kir ku ji bo çareserkirina vê kêşeyê ewê îro bi berpirsên PKKê li Qendîlê re biaxife. + +Herwiha hat zanîn ku hevserokê şaredariya bajarê mezin yê Amedê Firat Anli jî di hevdîtinê de başdar bû û ew hevdîtin dûrî çavê medyayê pêk hat. + +Ev heftiyeke nêzîkî 10 malbatên ku dibêjin zarokên wan tevlî PKKê bûne û pêwîste wan vegerînin mal, çalakiya rûniştinê li pêş avahiya şaredariya Amedê pêk tînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Televizyona el-Alim a îranî belav kiriye ku çekdarên DAÎŞê 47 endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gundê el-Rawiye li rojavayê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kuştin. + +Şeva borî şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê li gundê el-Rawiye (31 km Ii rojavayê Serêkaniyê) derket û li gor zaniyariyên ku YPGê belav kirine, şer heta îro piştî nîvro berdewam bû. + +Li gor nûçeya televizyona el-Alim, di şerê li wî gundî de, ";15 endamên PYDê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 endamên din di kemînekê de hatin kuştin";. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku şerekî giran li gundê el-Rawiye navbera wan û çekdarên DAÎŞê diqewime. + +Malperên nêzîkî PYDê jî belav kirine ku şervanên YPGê dest danîn ser 4 navendên DAÎŞê li gundê el-Rawiye û gelek çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin, lê hejmara wan aşkere nekir, herwiha heta niha ti aliyên din ev nûçe piştrast nekirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê komîteyeke taybet bo şopandina doseya kuştina Duniya, jina 15 salî, pêkanî û biryare sibe, Pêncşemê, komîte serdana Dihokê bike. + +Seroka komîteya bergirî li mafên jinan di Parlamentoya Kurdistanê de, Êvra Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Piştî ku me yadaştnameyek arasteyî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, serokatiya parlamentoyê biryara pêkanîna komîteyê bo şopandina wê doseyê pejirand."; + +Êvar Îbrahîm, ku di heman demê de srokatiya komîteya parlamentoyê bo şopandinda doesya kuştina Dunya dika, da zanîn ku ew komîte ji komîteyên bergirî li mafên jinan, mafên mirovan, navxwe û komîteya karûbarên ewqafê di Parlamentoya Kurdistanê de pêk tê. + +Li gor ku Îbrahîm ragihand, dê sibe, 29.05.2014, ew komîte serdana Duhokê bike, da li lêkolînên ku heta niha hatine kirin derbarê kuştina Duniya de, binêrin. + +Piştî bidawîhatina rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê, serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfransekî rojnamevanî de dilgraniya xwe ji vê bûyerê anîn ziman, herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew dê ";Hemû riyên yasayî li himber vê bûyerê bikar bînin."; + +Roja, 24.05.2014, li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve Duniya, jina temen 15 salî piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Lîcê ya Amedê ev 5 rojin bi armanca protistokirina çêkirina qereqolan çalakiyên xelkê navçeyê berdewam e û rêyên Çewlîk-Amed, Lîcê –Hênê û Lîcê-Pasûrê hatine girtin. + +Hat ragihandin ku şeva derbasbûyî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. + +Li gor daxuyaniya walîtiya Amedê, xwepêşanderan 5 otomobîlên ku di karê avakirina qereqolan de dihatin bikaranîn şewitandin û hin kesên çekdar leşkerekî artêşa Tirkiyê çawişê pispor yê bi navê Îlhan Çalişkan girtin û revandin. + +Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji bo wê çalakiyê bi dawî bîne, ketiye nav tevger û operasyonê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê jineke temen 16 salî agir berda canê xwe û di encam de mala wê şewitî û wê jinê jî jiyana xwe jdest da. + +Berdevkê polîsên bajarê Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, danê êvarî, nûçeya xweşewtandinekê li taxa Kuran li Hewlêrê gihşîte me, piştî em gihîştin cihê bûyerê, derket ku jinek ji dayik bûya sala 1998an bi navê (Ş.N.A) agir berda cane xwe û jiyana xwe jidest daye."; + +Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku ";Bi sedema agir mal jî şewitî û tîmên agirkuştinê karîn piştire agir kontrol kirin."; + +Li gor gotina berdevkê polîsên Hewlêrê, bavê jina 16 salî gotiye ku ";Bi sedema nakokiyên civakî ligel mêrê xwe, xwe şewitandiye."; + +Karwan Ebdulkerîm ragihand jî ku niha termê jina 16 salî bo pizîşkê dadwerî hatiye şandin û lêkolîn jî derbarê bûyerê destpêkirine bo mebesta zanîna sedemên xweşewitandinê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Sûriyê hê berdewame li ser siyasetên xwe derbarê jikardûrxistina fermanberên Kurd ji ser karên wan, vê care jî karmednê dapoyên genim li bajarê Dirbiêsiyê Şerîf Dawud Şêxê ji ser kar dûrbixe. +Serokatiya Encûmena Wezîrên Sûriyê biryar da ku karmendê kurd Şerîf Dawud Şêxê ji kardûrbixe, û bi sedema vê biryarê wê ew ji hemî mafên xwe yên xanenişînî û qerebûyan bêpar bimîne. +Şerîf Dawud ku xelkê bajarê Dirbêsiyê ye, û kesatiyek naskirî ye li wî bajarî, ev 38 sal di dapoyên genim ên wî bajarî de karmende û yek ji damezirênerên Partiya Şexîlê ya Kurdî bû, niha endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye. +Tevî kontirolkirina navçeyên Kurdî ji aliyê PYDê ve, lê heya niha hemî biryarên Hikûmeta Sûriyê li ser welatiyên kurd û bi taybet li ser karmendan tên bicîkirin û gelek karmendên kurd li Amûdê û Dêrikê û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistan di dema dawî de bi biryarên Hikûmeta Sûrî ji kar hatine dûrxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundekî nêzîkî bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê mêrekî zaroka xwe ya 9 mehî û hevjîna xwe xenqand û pişt re xwe bi benekî ve daleqand. + +Roja dueşmê 26/5/2014, xelkê gundê Pîrancix matmayî man dema ku bihsîtin gundiyê wan ê bi navê Arif Neqişî zarok û hevjîna xwe xenqandiye û pişt re xwe kuştiye. + +Yek ji gundiyên Pîrancix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Arif bi penceşêrê nexweş bû. Wî destpêkê hevjîna xwe xeniqand û pişt re zaroka xwe ya 9 mehî xeniqand, pey re telefona birayê xwe kir û jê re got ku va ewê jî xwe bikuje";. + +Li gor gotinên xelkê gundê Pîrancixê, Arif bi benekî xwe li nav malê daleqandibû. + +Heta niha ti saziyeke hikûmeta Îranê derbarê vê bûyerê de daxuyanî nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya rojnameya Kurdên diyasporayê Rûdaw bi çend mijar, hevpeyvîn û gotarên balkêş ên nivîskarên Kurd ket ber destê xwendevanan. + +Rojnameya Rûdaw ya çapa Ewropayê bi hejmara xwe ya nû (251) îro serê sibehê derket û li ber destê xwendevanên li seranserê Ewropayê ye. + +Di hejmara vê heftiyê de behsa wênekêşekî Kurd tê kirin ku li Hindistanê bû yekem, herwiha geştyarê Kurd ê ku bi qasî temenê xwe welat dîtine ji Rûdawê re diaxife. + +Rûdawa Ewropa vê carê li ser serkeftina Kurdan di hilbijartinên Almanyayê de disekine û behsa jina Kurd Bêrîvan Aymaz dike ku dibe şaredara Kolnê? + +Herwiha li ser serdana hevserokê PYDê Salih Muslim ya ji bo Berîtanya û sîmînarên ku li wir pêşkêşkirine, mijareke berfereh hatiye nivîsandin. + +Di vê hejmara nû de behsa ";gefa Îranê li ser Herêma Kurdistanê"; jî tê kirin û Kordînatorê Însyatîfa Azadî, Adem Geverî jî behsa siyaseta Kurdan li Enqerê dike. + +Hunermenda ciwan a Kurd Perwaz Husên jî dilê xwe ji Rûdawê re vedike û çend nihênî û sirrên jiyana xwe aşkere dike. + +Wek hejmarên berê jî, gotarên çend nivîskarên Kurd hatine belavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsekî şaxê Dîcle yê HUDA-PARê li Amedê ji aliyê grûpeke çekdaran ve hat revandin. + +Şeva borî berpirsê şaxê Dîcle yê HUDA-PARê li Amedê Ercan Alpaslan ji aliyê grûpeke çekdaran ve hat revandin. + +HUDA-PAR, PKKê bi revandina Ercan Alpaslan tometbar dike. Lê PKKê heta niha ti daxuyanî derbarê vê yekê de nedaye. + +Ev 6 rojin çend malbat ku dibêjin PKKê zarokên wan revandine û birine çiyê, li ber avahiya BDPê li Amedê çalakiya xwe didomînin û dixwazin PKKê zarokên wan vegerîne. + +Duh jî malbatên 3 zarokên revandî ligel hevserokê BDPê Selahedîn Dmîrtaş civiya û hat gotin ku Demîrtaş ji malbatan re gotiye ku ewê derbarê vê pirsê de ligel berpirsên Qendîlê biaxife. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro di yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Tora Medyayî ya Rûdawê re, em nerîteke salane ya din a Rûdawê destpêdikin, ku ew jî pêk tê ji rêzgirtin û lêkolîn di kar û berhemên bîrmend û zanayan de ye ku Rûdaw ji bo vê mebestê her sal kesatiyekê diyar dike. + +Di bin navê ";52 sal piştgirîkirina azadî û doza Kurd"; de, Tora Medyayî ya Rûdawê, civaknas û lêkolînvanê navdar ê Tirk D. Îsmaîl Bêşikçî wek kesatiya îsal radgihîne. + +Piştî şêwiriyeke temam, bi razîbûna D. Îsmaîl Bêşikçî û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî, Rûdaw radigihîne ku îsal D. Îsmaîl Bêşikçî dibe kesatiya salê û ji bo wekheviya navbera gelan û azadiya neteweya Kurd wê girîngiyeke temam bide berhem û karên wî. + +Îsmaîl Bêşikçî bi awayekî zanistî di doza Kurd de lêkolîn kiriye û di wê baweriyê de ye ku ";Kurdistan koloniyeke navdewletî ye"; û ji koloniyê jî kêmtire, ji ber ku sînorên Kurdistanê wek welat li ser nexşeya cîhanî nehatiye danîn û bi ser çend welatan ve hatiye parçekirin û sînorên wê jî hatine wendakirin. + +Bêşikçî li ser bingiha wekhevî û yeksaniya mafê miletan, bingiha mafê biryardayîna bi awayekî azad li ser çarenivîsa welatên xwe û li gor carnameya gerdûnî ya mafên mirovan, piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike. + +Bêşikçî di dema ku hebûna Kurd û Kurdistanê bi awayekî bêwêne dihat redkirin û di dema ku bêdengiyeke ecêb li hember çewsandin û tinekirina Kurdan li Tikriyê de hebû, di destpêka salên şêstî yên sedsala borî de bi awayekî gelek aşkere û zanistî hebûna Kurdan û heqiya serxwebûna Kurdistanê di lêkolînên xwe de dixiste rojevê, ji ber vê yekê jî reşkirin, derkirin û zindankirin beşa sereke ji temenê wî zanayê mafdost bir. + +Tevgera siyasî ya Kurd an partiyên siyasî yên Kurd baweriya wan bi serxwebûn û yekgirtina perçeyên Kurdistanê hebane yan na, baweriya wî ti demekê bi rewabûn û pêwîstbûna serxwebûna Kurdistanê nehatiye guhertin, ew jî bi temamî bi bingihên yasayî ve girêdida. + +Îsmaîl Bêşikçî jibilî pertûk û lêkolînên wî, arşîveke gelek mezin ji rojnameyên Kurd (bi zimanên tirkî û kurdî) parastine ku niha bûne made ji bo lêkolînên gelek xwendekarên Kurd. Her wek çawa nêrîn û têzên wî yên zanistî jî li ser doza Kurd, bûne çavkaniya metoda lêkolînên lêkolînvanên Kurd jî. + +Tora Medyayî ya Rûdawê bi şanazî di çarçoveya destpêkirina diyarkirina Kesatiya Salê de, wek rêzgirtinekê li karên wî yên zansitî û mirovdostî, rêz li kar û berhemîn Îsmaîl Bêşikçî digire. + +Li vir jî em radigihînin ku programa Kesatiya Salê ji bo Îsmaîl Bêşikçî pêk tê ji: + +-Wergerandin û belavkirina çend petrûkên wî bi zimanê kurdî + +-Rêvebirina heftiyeke lêkolînê li ser berhem û têzên Îsmaîl Bêşikçî. + +-Şopandina taybet a çalakiyên wî. + +-Berhemanîna dekomentariyekî. + +Ji bo vê mebestê jî em ji hemû nivîskar û lêkolînvanan dixwazin ku hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê bikin. + +Temedirêjî û berhemên zêdetir ji bo D. Îsmaîl Bêşikçî hêviya me ye. + +Tora Medyayî ya Rûdawê + +29/5/2014 +Îsmaîl Beşikçî +- Di 7ê çile ya 1939an de li navçeya Îsiksilîpî ser bi Çorûm li Tirkiyê ji dayik bûye. + +- Malbata Beşikçî misilman in û li ser mezhebê Henefî ne. + +- Bavê wî Husnî di serdema Osmaniyan de dikandar bû. + +- Di sala 1962yan de kolêca zanistên siyasî li zanîngeha Enqerê temam kiriye. + +- Paşê di zanîngeha huner û wêje ser bi zanîngeha Ataturk li Erzeromê weke mamostayê alîkar li beşa komelnasî kar kiriye, lê paşê bi sedema piştevaniya wî ji doza kurdî re hatiye derkirin. + +- Çendîn xelat wergirtine, ji wan jî xelata Osman Sebrî û Mîdaliyaya Barzanî, lê berê çendîn xelatên welatên Rojava red kirine. + +- Beşikçî di dema xizmeta xwe ya leşkerî sala 1963 li navçeya Rûbarok li qezayê Şemzînan de, Kurd û doza kurdî nas dike, paşê yekem lêkolîn li ser eşîreta Elîkan a Kurd dinvîsîne. + +- Ji tevahiya 100 sal hukmdana zindankirinê bi sedema lêkolînên wî li ser Bakurê Kurdistanê, bi giştî 17 sal ji jiyana xwe di zindanê de qedandine, ji ber ku dadgehê herdem ew bi parçekirina Tirkiyê tohmetbar dikir. + +- Beşikçî piştevaniya serxwebûna hemû parçeyên Kurdistanê dike û xwediyê têza ";Kurdistan Koloniyeke Navdewletî"; ye. + +- Piştî çendîn sal ji zindankirinê, Beşikçî di sala 1999an de ji zindanê azad bûye. + +- Ji tevahiya 36 pertûk û lêkolînanên wî, 32 li Tirkiyê qedexe ne. + +- Niha tevahiya pertûkên wî bi piştevaniya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tirkî tên çapkirin û paşê dê bo zimanê kurdî bên wergerandin. + +- Beşikçî niha li Enqerê dijî û berdewam ligel Weqfa Îsamail Beşikçî hevkar e ku ji aliyê çend kurdên li Stanbolê ve hatiye avakirin. + +- Tora Medyayî ya Rûdawê, îsal ew weke kesayetiya salê hilbijartiye û girîngiyê pê dide. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zanaya ragihand ku eger ciwanên kurd hîn diçin çiya, daxwazên wan hene, bila Erdogan û hikûmeta Tirkiyê mafên Kurdan di destûra bingehîn de nas bike û pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne û li dewsa ku ciwan derkevin çiya bila yên li çiya bên xwar. + +Zana ji bo destekdayîna namzedên BDPê hat Agiriyê û ji mîtînga ku BDPê amade kiriye re axifî û got ";Zarokên Tirkan di dibistanên taybet û li Ewropa dixwînin, zarokên Kurdan li cadeyan boyaxê dikin û li ser keviran xew dikin, eger ew serokwezîrê hemû Tirkiyê ye bila vê bêdadiyê ji holê rake da kes neçe çiya";. + +Leyle Zana destnîşan ki ku ";dewleta Tirkiyê berî 85 salan got ku wan Kurdistan di çiyayê Agirî de kir goristan, lê gelê Kurd û yê Agirî bi taybet ew gor hilweşandin û êdî azadiya xwe dixin destê xwe";. + +Parlamentera serbixwe ya Amedê da zanîn ku ";yê ku bêheqîtiyê ligel dikin û pereyên wî didizin ne ewin, ew û hevalên xwe ji bo azadiya gelê Kurd bi madeyên 125 yê darvekirinê hatin cezakirin û ew amade ne ku her fîdakiriyê jî bikin";. + +Roja 1ê hezîranê wê hilbijartinên şaredariyê li Agirî bên dubarekirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl dibêje ku çekdarên DAÎŞê komkujiyek derheqê xelkê gundê Tilîliyêli rojavayê bajarê Serêkaniyê pêk aniye, lê wî hejmara kuştiyan aşkere nekir. + +Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";çekdarên DAÎŞê komkujiyeke qirêj derheqê hemwelatiyên sivîl pêk aniye û jin û zarok li gundê Tilîliyê û baxçeyekî nêzîkî gund serjêkirine";. + +Rêdûr Xelîl herwiha nivîsandiye ku ";pêkanîna vê komkujiyê piştî wê yekê tê ku çekdarên DAÎŞê li her du gundên el-Rawiye û el-Dehma li rojavayê Serêkaniyê şikestineke mezin xwarine";. + +Bi gotina Rêdûr Xelîl, ";niha şer û pevçûnên giran navbera YPG û DAÎŞê li gundê Tilîliyê diqewimin";. + +Duh, televizyona el-Alem a îranî belav kiribû ku ";çekdarên DAÎŞê 47 şervanên YPGê li gundê el-Rawiye li rojavayê Serêkaniyê kuştine";. + +Di nûçeya wê televizyonê de hatibû gotin ku ";di şerê li wî gundî de, 15 şervanên YPGê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 şervanên din jî di kemînekê de hatin kuştin";. + +YPGê heta niha derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedaye. + + +Amed (Rûdaw)- Piştî ku li gundê Gêra Cafer a Şermexa Mêrdînê endamê HUDA-PARê Mehmet Ugurtay hatekuştin û nûnerê HUDA-PARê yê navçeya Pîrana Amedê Ercan Alparslan hate revandin, ji HUDA-PARê nerazîbûneke tund hat. + +Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu îdia kir ku ";PKK û BDPê ji van kuştin û revandinan berpirsyar in";. + +Serokê HUDA-PARê Yapicioglu got ";Êdî xwîn tevlî siyasetê bûye û pir aşkere ye ku kuştina Mehmet Ugurtay ji aliyê PKKê ve îlankirina şer e";. + +Yapicioglu bi bîr xist ku ";berî 2 heftiyan PKKê xwestiye endamê HUDA-PARê yê meclisa şaredariya Licê jî birevîne û Mîkaîl Ayik, keça wê û birayê wî bi guleyên PKKê birîndar bûne";. + +Yapicioglu destnîşan kir ku ";şerê navxweyî dê ti fêdeyê nede Kurdan û ger şerekî wiha derkeve dê Kurd zirara herî mezin bikişînin";. + +Serokê HUDA-PARê da zanîn ku eger rewşa aram û ewlehiyê xira bibe, ew pir aşkere dibêjin ku ";dê ji vir û şûnde ti kes êdî xwe di ewlehiyê de hîs neke û ti der ji bo ti kesî dê bi ewle nebe";. + +Yapicioglu bang li BDPê jî kir û xwest bêyî ku ti zirarek bigihije wî nûnerê Pîranê yê HUDA-PARê Ercan Alparslan demildest serbest berdin û ger ku zirarek bigihije endamê wan, wê çaxê dê berpirsyara vê BDPê bi xwe be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva çarşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişte Îtaliya û biryar e ligel Papayê Vatîkanê jî bicive. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî bi hevaltiya şandeke Herêma Kurdistanê bi serdanekê li Ewropayê ye û di destpêkê de serdana Fransayê kir. + +Brazanî li Fransayê ligel serokê Fransayê Francois Hollande civiya. + +Biryar e Barzanî li Îtaliyayê ligel berpirsên wî welatî bicive û serdana Vatîkanê jî bike û ligel Papayê Vatîkanê bicive. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî di yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê de peyamek pîrozbahiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand. + +Kosret Resûl Elî di peyama xwe hêvî dike ku Tora Medyayî ya Rûdawê her tim di pêşketinê de berdeam be û dibêje ";Pêwîste hemû kenal û navendên medyayî yên serbixwe û azad, peyama rasteqîne ya rojnamegeriyê hilbigirin û bi berjewendiya bilind a gelê Kurd bifikirin";. + +Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Li ser me hemûyan pêwîste ku hevkarî û piştgiriya pêşvebirina rewşa demokrasiyê û mafên mirovan û azadiya raderbirînê bikin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed bi helkefta destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê, peyamek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand û tê de tevî pîrozbahiyê, hêvî dike ku Rûdaw ";çavdêriyeke hûr û bêalî li ser dezgehên hikûmî û navdewletî bike";. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de ";hêvî xwest ku Tora Medyayî ya Rûdawê di duyemîn sala karê xwe de bi gurr û tîniyeke zêdetir karê xwe yê pîşeyî bike û li kêleka organ û kenalên medyayî û rojnamevanî yên din ên Herêma Kurdistanê bi awayekî hûr û bêalî çavdêriya dezgehên hikûmî û navdewletî bike";. + +Yûsif Mihemed herwiha dibêje ku ";erkê me hemûyane ku em bi hev re kar ji bo civakeke şefaf û dadperwer bikin";. + +Di dawiya daxuyaniya xwe de, serokê Parlamentoya Kurdistanê hêviya serkeftinê û berdewamiya karê pîşeyî ji Rûdawê re dixwaze. + +Hewlêr (Rûdaw)- Siyasetmedarê navdar ê Kurd û serkirdeyê bilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih behsa hinek tiştên Tora Medyayî ya Rûdawê dike ku zêdetir bala wî dikişîne. + +Berhem Salih dibêje ";Rûdaw wêstgeheke girîng a rojnamegeriya kurdî ye û çavkaniyeke girîng a nûçeyane li Kurdistan û cîhanê";. + +Berhem Salih bal dikişîne ser kuwalîtî û teknîka Portala Rûdawê û dibêje ew ji bo wî ";çavkaniyeke girîng a nûçeyane";, herwiha hêvî dike ku Rûdaw bêalî û babetiya xwe biparêze û baweriya xelkê ji dest nede. + +Her di daxuyaniya xwe de, serkirdeyê YNKê Berhem Salih pesina çend tiştên Rûdawê dike ku di sala derbasbûyî de bala wî kişandiye wek dekomentariyên li ser Kurdên li her cihekî bin, programên diyalogê, tora peyamnêran û kuwalîtiya wêneyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ew 27 ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku ev demek bû li bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatibûn girtin, îro sibehê hatin azadkirin. +Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her 27 ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku roja 3yê nîsanê derbasî Iraqê bûbûn û ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan. +Birayê yek ji wan girtiyan ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got ku ew 27 ciwan niha li kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê ne. +Her 27 xort roja 3yê nîsanê ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve li nêzîk nahiyeya Tilkêf a girêdayî parêzgeha Neynewayê ve hatibûn girtin û ji wê rojê de di zindana el-Kindî li Hey el-Erebî li bajarê Mûsilê de girtî bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi helkefta yekem salvegera destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê, cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. + +Roj Nûrî Şaweys di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ";pîrozbahiyeke germ li stafê Rûdawê kir"; û got ku ";Rûdaw di wê dema kêm de bîner û guhdarên wê yên gelek hene";. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê hêvî dike ku ";Rûdaw bandoreke wê ya erênî hebe di pêşxistina zêdetir a karên medyayê de";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê desteya rêveber a KCKê Cemîl Bayik hişyarî da hikûmeta Tirkiyê û ragihand ku eger hikûmeta AKPê helwesta xwe neguhere wê KCKê helwesta xwe biguherîne. + +Cemîl di gotara xwe ya ku di rojnameya Azadiya Welat de weşandiye nivîsandiye ku ";bi mezinkirina bûyera tevlîbûna hin ciwanan li nav refên gerîlayên PKKê û xistina wê di nav rojeva ragihandinên Tirkiyê de, hikûmeta AKPê dixwaze gav ne avêtinên xwe di pêvajoya aştî û çareseriyê de veşêre";. + +Bayik di gotara xwe de hişyariyê dide hikûmeta Tirkiyê û tîne ziman ku ";eger hikûmeta AKPê helwesta xwe ya derbarê pêvajoyê de neguherîne, wê KCKê helwesta xwe biguherînin";. + +Cemîl Bayik destnîşan kir ku ";sedema bingehîn a ku hin malbatên ku ji aliyê MÎT û saziyên dewletê ve tên rêxistin, çalakiyan dikin ewe ku şerê psîkolojîk bi rê ve bibin û pêşî li tevlîbûna gerîla were girtin";. + +Hevserokê KCKê da zanîn ku ";heta ku AKPê gavên cidî di çareseriya pirsgirêka Kurd de neavêje, wê ciwanên Kurd tevlî gerîlayan bibin";. + +Ev nêzîkî heftiyekê ye hin malbatên Kurd bi armanca ku zarokên wan yên tevlî PKKê bûne vegerînin mal, çalakiya rûniştinê li ber avahiya şaredariya Amedê li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxisitna bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku çekdarên DAÎŞê 10 hemwlatiyên sivîl li gundê Tilîliyê li rojavayê bajarê Serêkaniyê îdam kirine. Berdevkê YPGê jî dibêje ku li gundê el-Rawiye şerekî giran navbera wan û çekdarên DAÎŞê derketiye. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku çekdarên DAÎŞê îro serê sibehê êrîşî gundê Tilîliyê kirin û 4 zarok, jinek, ciwanek û 4 zilam bi guleyan îdam kirin. + +Li gor zaniyariyên wê rêxisitnê, çend kesên din jî li wî gundî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatine îdamkirin. + +Rewangeha Sûriyê diyar kir ku çekdarên DAÎŞê nîvê şeva borî otombîleke bombekirî li gundê Temad li rojavayê Serêkaniyê teqandine û çend kesên di encam de bûne qurbanî, lê rêxistinê hejmara qurbaniyan aşkere nekir. + +Îro nîvro, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi ser PYDê ve tên naskirin, Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku çekdarên DAÎŞê komkojiyek derheqê gundiyên Tilîliyê pêk anîne. + +Her li gor berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, li derdora gundên el-Rawiye û Til Xenzîr ên li rojavayê Serêkaniyê, ";şerekî giran di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê de derketiye";. + +Rêdûr Xelîl diyar kir ku di wî şerî de ";bi dehan çekdarên DAÎŞê hatine kuştin"; û çend şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane. + +Duh, televizyona el-Alem a îranî belav kiribû ku ";çekdarên DAÎŞê 47 şervanên YPGê li gundê el-Rawiye li rojavayê Serêkaniyê kuştine";. + +Di nûçeya wê televizyonê de hatibû gotin ku ";di şerê li wî gundî de, 15 şervanên YPGê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin, hatin îdamkirin, herwiha 32 şervanên din jî di kemînekê de hatin kuştin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera HDPê ya bajarê Şirnexê Selma Irmak ragihand ku hikûmeta Tirkiyê di rêya siyasetên xwe yên li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd re, riya çiyan vedike. + +Irmak ji raya giştî re got ";Bila hikûmet jêrzemînekî qanûnî çêbike, em rêyên derketina çiyan bixetmînin û tev bi hev re yên ku li çiyan dimînin em daxînin";. + +Selma Irmak herwiha got ";Serokwezîrê Tirkiyê li ser êş û jana dayikan dixwaze siysetê bike, eger ew rast li ber dayikan dikeve bila pêdiviyên çareserkirina pirsgirêka Kurd pêk bîne";. + +Parlamentera HDPê ya Şirnexê herwiha got ";Eger niyeta Erdogan bi pêkanîna plana B û C a çareserkirina pirsgirêka Kurd e, em tev Amade ne piştgiriyê bikin, lê berûvajî wê, ewê benzînê bavêje agir û ew agir wê tevayî Tirkiyê bişewtîne";. + +Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê, kamyonek ji rê derket û di encamê de 2 kes mirin. + +Duh li ser rêya navbera bajarên Merîwan-Seqziê li Rojhilatê Kurdistanê, kamyonek ji rê derket û çû binê gelî. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de ku ji ber leza zêde ya kamyonê çêbûye, şofêrê kamyonê û kesekî din ku pê re bû, jiyana xwe ji dest dan. + +Berpirsê polîsê Sine, Remezan Nadirî jî li ser bûyerê ji ajansa Mehrnewsê re got, beşek ji rêya navbera Merîwan û Seqizê gellekî metirsîdar e û ji ber wê jî hinek caran bûyerên wiha çêdibin. + +Remezan Nadirî, da zanîn, par li vê rêyê de herî kêm 37 bûyerên tirafîkê çêbûn ku di 5 bûyeran de mirin çêbûn û gellek kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Portala Rûdawê, Hêmin Lihonî, diyar kir ku Rûdawê qonaxên zehmet derbas kir ji ber wê jî ew piştrast in ku Rûdaw dê sala bê serkeftîtir be. + +Bi helkefta yekemîn salvegera pexşa televîzyon û radyoya Rûdawê, Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî, diyar kir ku Rûdaw di werza nû û sala nû de dê gavên mezintir bavêje û kêmahiyên xwe yên par derbas bike. + +Hêmin Lihonî, got ku Rûdawê bînerên kurd ji qonaxa lokalîbûnê derxist û wiha axivî: ";Berê xelk ji bona dîtina gotineke Obama li televîzyonên biyanî dinêrîn lê niha Rûdaw di vî warî de milê xwe li milê televîzyonên cîhanê dide";. + +Rêveberê Portala Rûdwê her wiha got ku portal Rûdawê û ";app";ên wê dê di demek nêzîk de bên nûkirin û dê bi pêşketinên teknolojîk re bên guncandin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê bajarên Nexede û Şino li Parlamentoya Îranê, Ebdulkerîm Husênzade derbarê arîşeya nefirotina berhemên baxçeyên sêvan ên her du bajaran hişyarî da Wezîrê Çandiniyê yê Îranê û daxwaz kir ku ev arîşe bê çareserkirin. + +Endulkerîm Husênzade derbarê nefirotina sêvên sala borî ku heta niha di firêzeran de mane û zirara ku gihîştiye cotyaran ji sermaya îsal, hişyarî da û daxwaz ji Wezîrê Çandiniyê yê Îranê kir ku çareseriyekê ji vê arîşeyê re bibîne û hevkariya bexçevanan bikin. + +HusênZade got jî: ";Berhema sêvan yek ji girîngtirîn beşê webrehênanê li parzêgeha Ormiyê ye, lewma nefirotin û xirabiya seqayê zirara aborî gihandine parêzgehê."; + +Nûnerê Nexede û Şino bi pêwîst jî zanî ku ";Hikûmet vê qeyranê kontrol bike û piştgiriya bexçevanan bike."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Sosyolog û nivîskarê navdar ê tirk û dostê nêzîk ê gelê kurd Îsmaîl Bêşîkçî, diyar kir ku komara îslamî ya Îranê heta niha jibilî bidarvekirin, girtin û terorkirina kurdan tiştek ji kurdan re nekiriye. Bêşîkî, her wiha got, dema behsa pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê kirin, Dr. Ebdurehman Qasimlû û bûyera terorkirina wî tê bîra mîn. +Nivîskar û sosyologê tirk û dostê nêzîk ê gelê kurd Îsmaîl Bêşîkçî, ku îro bi helkefta yekemîn salvegera pexşa Rûdaw TV û Radio Rûdawê serdana navenda giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kiribû, ji aliyê Rûdawê wek ";Kesayetiya Salê ya Rûdawê"; hat ragihandin. +Îsmaîl Bêşîkçî, di daxuyaniyeke taybet de li ser Rojhilatê Kurdistanê û pirs kurd li Îranê got, dema behsa Rojhilatê Kurdistanê tê kirin Dr. Ebdulrehman Qasimlû tê bîra min ku roja 13ê Tîrmeha sala 1989an li paytexta Nemsayê (Austurya), Vianna, ji aliyê Îranê ve hat terorkirin. +Bêşîkçî, diyar kir ku di wê rojê de Dr. Qasimlû bi ";komek dîplomatên îranî"; re di civînê de bû lê di rastiyê de ew pasdar bûn ku kincên dîplomatan li ber xwe kiribûn û wiha axivî: ";Helbet çawaniya terorkirina Dr. Qasimlû û hizr û helwesta Îranê li hember pirsa kurd û helwesta civaka navdewletî li hember vê bûyerê gellekî girîng e, ji ber ku bikujên Dr. Qasimlû di demeke kurt de karîn ji Nemsayê derkevin û hikûmeta Nemsayê jî nekarî tiştekî bike."; +Îsmaîl Bêşîkçî, behsa hewl û xebatên hevjîna Dr. Qasimlû ji bona dîtin û darizandina bikujên wî kir lê xebata wê bêencam ma çimkî Nemsayê nedixwast dadgeh were damezirandin û tohmetbarên kuştina Qasimlû bên darizanin, ji ber ku nedixwest pêwendiyên Vianna û Tehranê têk biçin. +Kesayetiya Salê ya Rûdawê, destnîşan kir, ev jî hemû ji ber wê yekê bû ku kurd di saziyên fermî yên navdewletî de xudan kursî nebûn û binpêkirina mafên kurdan û zilma li hember wan ji dewlet û welatên din re zêde girîng nebû û nîne lewma divê ne tenê kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê hemû kurd vê yekê bizanin ku ti dewletek naxwaze ji ber xatirê kurdan berjewendiyên xwe bixe xeterê. +Îsmaîl Bêşîkçî, di dawiyê de ji hemû kurdan xwest ku xwe pêş bixin û li benda dewletan nemîn bi taybet medyaya kurdî divê rola xwe di vê barê de bilîze. + +Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê malbatên ku dibêjin zarokên wan li cem PKK'ê ne û ew dixwazin zarokên wan vegerin malê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalekiya xwe ya rûniştinê didomînin û ji bo çarenûsa çalekiya xwe jî civînên xwe didomînin. + +Ji roja 19ê Gulanê ve malbat li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rûniştî ne û daxwaz dikin ku PKK zarokên wê vegerînin malên wan. + +Di 10emîn roja çalakaiyên demalbatan karîn bi Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş re civiyan, piştî hevdîtinê jî malbatandiyar kirin ku hevdîtina wan erênî bû. + +Herwiha ew malbet ne bitenê vo vegera zarokên xwe ev çalakiya han berdeam kirine, lê ew dixwazin ku hemû garîle vegerin malên xwe û çareseriyeke mayînde û aştîtiyeke lezgîn jî dixwazin. + +Malbat dibêj ku ew naxwazin têkevin nav lîstikên siyasî de û tenê dixwazin zarokên wan bi saxî û selametî vegerin malên xwe. + + +Domîz (Rûdaw)- Berî salekê li Kampa Domîzê, ya ser bi parêzgeha Dihokê vem ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistanê agir girte malekê li kampê û di encam de 2 zarokan jiyana xwe jidest dan û zarokek din jî bi giranî birîndar bû û piştî hefteyekê ji ber giraniya birînan wê zarokê jî jiyana xwe jidest da. +Rûdaw wê demê li cihê bûyerê bû, niha jî piştî salekê Rûdaw dîsa li cihê bûyerê ye, çû cem wê malbatê û li rewşa wan pirsî, ka rewşa wan çi ye, kî ji wan re dibe alîkar. + +Heriwiha peymanêrê Rûdawê pirsiyar kir bê çawa mala wan hate şewitandin, bi xwe hate şewitandin yan jî hinekan şewitandin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Muslim, diyar kir ku di encama êrişên çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de ";15 gundî û 6 jî endamên YPGê"; jiyana xwe ji dest dane. + +Hevserokê PYDê Salih Muslim derheqê şer û pevçûnên ku li herêma Serêkaniyê ya di navbera YPGû çekdarên DAIŞê de qewimiye de agahî da nûçegihanê AAê û ragihand, di wî şerê de 6 endamên YPGê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: ";Wek ku tê îdiakirin 45-50 kes nehatine kuştin."; + +Salih Muslim, da zanîn ku şer li rojavayê Serêkaniyê didome û eşkere kir, jibilî endamên YPGê, 15 gundiyên gundê Tilîliyê ku di nav wan de 7 zarok û 4 jin jî hene, jiyana xwe ji dest dane. + +Hevserokê PYDê anî ziman ku gundê ku hatiye dorpêçkirin, 15 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye û ew gund wek gundê kurdan tê zanîn lê niha erebên ku ji ber şer reviyane jî li wê derê bi cih bûne. + +Muslim destnîşan kir ku DAIŞ dixwaze sivîlên ku kuştiye jî wek milîtanên YPGê nîşan bide û wiha dewam kir: "Niha hejmara miriyan tam nayê zanîn û dibe ku hejmar zêde bibe."; + +Derbarê hilbijartinaSerokomariyê yaSûriyê de jî Salih Muslim, got: "Li gor daxuyaniya rêveberiya demokratîk herêmên ku di bin rêveberiya me de nedê ti sindoq neyên danîn." + +Qamişlo (Rûdaw)- Biryar e îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê bê lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandan wê îro saet 12.30 bi dema Qamişlo li ser banga grûpeke bi navê ";Hêza Qamişlo"; li taxa Qenat Siwês derkeve. + +Xwepêşandana îro li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed û 2 nazmedên din tê de rikberiyê dikin û biryar e roja 3yê hezîranê birêvebiçin. + +Tevî ku partiyên kurdî van hilbijartinan ";ne rewa"; dibînin û boykot kirine, lê xwepêşandana îro dê ya yekemîn be ku li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyeke kurdî derdikeve. + +Heta niha gelek xwepêşandanên alîgirên Esed li bajarê Qamişlo derketin, bi taybet di vê dema dawî de. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Fehid Casim el-Firêc bi serdanekê hat bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û ligel hêzên artêşa Sûriyê li bajêr civiya. Ev serdan jî piştî gelek serdanên din ên wezîr û berpirsên hikûmeta Sûriyê bo Qamişlo tên ku bi taybet di destpêka vê salê de bi awayekî berçav û berûvajî salên berê, zêdetir bûne. + +Li gor nûçeya ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, wezîrê bergiriyê Fehid Casim el-Firêc duh pêcşemê di rêya balafirgeha Qamişlo re hat bajêr û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên leşkerî û ewlekariyê û yên Partiya Baes ve hat pêşwazîkirin. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku ";el-Firêc serdana hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo kiriye û agehdarî amadebaşiya wan bûye"; herwiha bal kişand ser ";morala bilind a leşkeran û israra wan li ser bidexistina serkeftinê";. + +El-Firêc ku di heman demê de cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yê Sûriyê ye, di serdana xwe de silavên serokê Sûriyê Beşar Esed gihande hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo. + +Her li gor nûçeya SANAyê, wezîrê bergiriyê gotiye ku ";xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtiya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan pêlanan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de finte derbikeve holê";. + +Wezîrê brgiriyê yê Sûriyê di serdana xwe de peyameke tund ji hêzên opozîsyonê re şand û got ku ewê li her cihekî li Sûriyê şerê ";trorîstan"; bikin, wek amajeykê ji bo hêzên opozîsyonê ku rejîma Sûriyê wan wek ";terorîst"; dide naskirin. Fehid Casim el-Firêc herwiha tekîd kir ku ";parêzgeha Hesekê beşeke sereke ye ji Komara Erebî ya Sûriyê û ew dest ji santîmetreke wê bernadin";. + +Qamişlo wek paytexta Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, tê naskirin, lê ew heta niha di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye. Li kêleka hêzên rejîmê, hêzên YPGê li taxên Kurdan, hêzên Sotoro li li taxên Xristiyana û çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris li taxê Ereban belav dibin. + +Li derdora Qamişlo jî, hêzên artêşê 2 navendên wan ên leşkerî yên mezin hene, navenda yekem li nav balafirgeha Qamişlo ye û ya din li navçeya Terteb li başûrê bajêr e. Li gor zaniyariyên ku berî niha belav bûne, nêzîkî 5 hezar leşker li her du navendan hene. + + +Ormiyê (Rûdaw)- Hêzên ewlekariyê xwepêşandana Kurd, Azerî û Ermenên bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê hatibû lidarxistin, dorpêçkirin û 3 kes jî binçav kirin. + +Duh, 29.03.2014, li ser banga Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê di daxuyaniyekê, Kurd, Azerî û Eremnên Ormiyê xwepêşandandekê li dar xistin û nerazîbûna xwe li ser xemsariya desthilatdaran li ser zuhabûna Gola Ormiyê anîn ziman. + +Dema ku her sê pêkhateyên Ormiyê daketin cadeyê, hêzên ewlekariyê yên Îranê xwepêşandan dorpêç kirin û 3 xwepêşander binçav kirin û ew bir bi cihekî nediyar ve birin. + +Li gor ku hatiye ragihandin yek ji wan kesên ku hatiye binçavkirin xwendekarekî zanîngeha Ormiyê ye bi navê Mihemed Xan Mîlan û yê duyem bi navê Omer Hemdî ye lê kesê sêyem ê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin navê wî nehatiye naskirin. + +Berî lidarxsitina xwepêşandanê, hêzên ewlekariyê cadeya Serdaran, Haziz, Pênc Rê û cadeya Xumênî dorpêçkiribûn û lêpirsîneke tund ligel her hemwelatiyakî derbas dibû dikrin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Serêkaniyê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) komkujiya ku çekdarên DAÎŞê li gundê Tilîliyê derheqê sivîlan pêk anîne, bi tundî şermezar kir û piştgirî da Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê leşkerî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. + +Di 28ê vê meha gulanê de, şer û pevçûn navbera hêzên YPGê û çekdarên DAÎŞê li gundên li rojavayê bajarê Serêkaniyê wek el-Rawiye, Til Xenzîr, Til Bîlal, el-Firêse, Tilîliyê, Timad û Qoncaq destpêkirin. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku di şerê 2 rojên borî de ";86 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 16 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane";. + +Her di şerê li gundê Tilîliyê de, çekdarên DAÎŞê komkujiyek derheqê sivîlan pêk anîn û ew bi guleyan îdam kirin, ku li gor Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, di encama komkujiyê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 7 zarok, 4 zilam, 3 jin û ciwanek hene. + +Li hember vê komkujiyê, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê daxuyaniyek derxist û tê de êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî gundên Serêkaniyê şermezar kir û got ku ";DAÎŞê ne tenê komkujî derheqê gundiyên Tilîliyê pêk aniye, lê belê gelek kes jî revandine û bi hezaran donim erd jî şewitandine";. + +Di daxuyaniya xwe de, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê daxwaz kir ku rêxistinên mafên mirovan û hêzên opozîsyonê, bi taybet Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, êrîşên DAÎŞê yên li dijî navçeyan Kurdan şermezar bikin. + +Her di daxuyaniya xwe de û berûvajî helwestên sekreteriya giştî ya ENKSê ku ti carî bi fermî piştgirî nedaye YPGê wek hêzeke leşkerî, şaxê Serêkaniyê yê ENKSê ragihand ku ";ew piştgiriya şervanên YPGê dikin ên ku rûbirûyê çekdarên DAÎŞê dibin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li bajarokê Qebasîn ê girêdayî parêzgeha Helebê, nêzîkî 200 hemwelatiyên sivîl ên Kurd revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh pêncşemê, çekdarên DAÎŞê herî kîm 193 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê li nêzîkî bajarê Babê revandin. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kesên hatine revandin temenê wan di navbera 17 heta 70 salî de ye. + +Rewangeha Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, diyar kir ku duh çekdarên DAÎŞê avêtin ser malên hemwelatiyan li Qebasînê û malên wan teftîş kirin. + +Rewangeha Sûriyê diyar kir ku di 30ê tebaxa 2013an de kasteke vîdyo gihişte ber destê wê ku tê de derdikeve ku çekdarên DAÎŞê 30 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê girtibûn û kesekî bi zimanê erebî û bi şêwezarê misrî ji girtiyan re diaxifî. + +Li gor rewangeha ku ew vîdyo belav nekiriye, kesê ku diaxife ji girtiyên Kurd dixwaze ku ";tewbe bikin û bêjin ew êdî tevlî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rejîm û grûpên îslamî nabin û alîkariya wan jî nakin";. + +Ew çekdarê DAÎŞê herwiha gef li girtiyên Kurd xwariye ku ";eger ew tevlî PYDê, rejîm yan jî her aliyekî din ê ku şerê Xweda û Pêxember dikin bibin, ewê wek kesekî ji ola îslamê derketiye bê naskirin";, li gor DAÎŞê jî ew kes dê were îdamkirin. + +Merîwan (Rûdaw)- Qaymqamê bajarê Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê, Mihemed Felahî ragihand ku rewşa Gola Zerêwar metirsîdare û her ku diçe gol pîstir dibe. + +Mihemed Felahî da zanîn ku herdem rayedarên Zerêwarê navenda geştiyariya rojavayê Îranê ye, lê niha ava pîs ya gundên derdorê diherike nava Gola Zerêwarê. + +Qaymqamê bajarê Merîwan got jî ku ";Tevî hinek hewil, lê xemsariya di kar û xebatên wan de zêdetire û eger rewş bi vî awayî berdewam be egera jinavçûna golê dikeve rojevê de."; + +Ji aliyek din ve rêveberê giştî yê îdareya parastina jîngehê li Sin, Nasih Qadrî jî ragihand ku ";Ez vê xemsariyê red nakim, lê nabe ku hewlên bo rizgarkirina golê bên jibîrkirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi amadebûna nêzîkî 15 partî û rêxistinên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê, konferansek tê lidarxistin. + +Çavkaniyek ji komîteya amadekar a konferansê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku armanca sereke ya wê konferansê gotûbêjkirina pirsgirêkên dawî yên di navbera partî û rêxistinên kurdî de, bi taybetî, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de. + +Li gor heman çavkaniyê, wê konferans bangekê ji hemû aliyan re bişîne û ji wan daxwaz bike ku yekser şerê ragihandinê yê tund di navbera xwe de rawestînin, pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê re çareser bikin û dawî li êrîşên li dijî kesayetiyên Kurd û biçûkirina wan bînin. + +Konferans wê saet 6 piştî nîvro destpêbike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro salvegera destpêka şerekî giran ê di navbera şervanên Simayîl Axayê Şikak li Ormiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye ku li dijî desthilata wê demê ya Îranê bû. + +Di heman rojê de şerê Osmaniyan li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. + +Simkoyê Şikak di çendîn şeran de zirarên giran dane leşkerên Îranê û soza berdewamiya şer heta mirinê dabû. + +Simayîl Axa yek ji wan serkirdeyên Kurd e ku baweriya wî bi feodalîzê tine bû û tenê ji bo nasyonalîzma Kurdî û ji bo avakirina Kurdistanê kar dikir. + +Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak + +*Sala 1887an li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. + +*Ji şaxê Evdoyiyayn ya Şikakên Ormiye û Selmasê tên hesibandin. + +*Li gor gotina mezinên Evdoyiyan, Simko dema kuştina Cewer Axa 18 salî bû. + +*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da heta dimîne di şerê hikûmetê de berdewam be. + +*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. + +*Yek ji serkirdeyên Kurdan bû ku şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê neteweyî bû. + +*Hejmara pêşmergeyên wî carna gihiştiya 20 hezar pêşmerge. + +*Serhildêr û serkirdeyekî Kurd ê ji êla Şikakan bû. + +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. + +*Li gorî hin çavkaniyan weke ";Bavê Nasyonalîzma Kurdî"; hatiye naskirin. + +*Serhildana Simkoyê ‎Şikak nêzîkî 25 salan dom kir. + +*Piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. + +*Simko ji bo cara yekem karî hemû hêzên êl û eşîretên Kurdan li dora ‎hev bicivîne. + +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. + +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk kî bixweze ewê bibe desthilatdar. + +*Ji şerên mezinên Simko şerê girtina bajarê Ormiyê, şerê Gulmanxaneyê, şerê Miyanduawê, şerê Şekeryazî, şerê Sarî ‎Tacê, şerê Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. + +*Dema ku Ermeniyan dixwest Ormiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin. + +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. + +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. + +*Sala 1925an Riza Şayê Îranê çû serdana Simkoyê Şikak. + +*Simko bi 5 hezar pêşmergeyan ve pêşwaziyeke sar li Riza Şa kir. + +*Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje. + +*Roja 30ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Ormiye hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Herêma Kurdistanê a ku li bazarên Ewropayê hatiye firoştin, aşkere dike. + +Biryar e roja çarşemê ya bê, Nêçîrvan Barzanî ligel serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokê frakisyonên nav parlamentoyê bicive. + +Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîn ";bi mebesta aşkerekirina dahata petrola Herêma Kurdistanê ye ya ku hatiye firoştin";. + +Omêd Xoşnaw herwiha got ku ";civîna li ser xwesteka serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û ew dixwaze dahata petrolê ji nûnerên xelkê re aşkere bike";. + +Tevî ku biryara lidarxsitina civînê derketiye, lê hîn nexuyaye bê civîn wê li avahiya Parlamentoya Kurdistanê yan jî li avahiya Encûmena Wezîran were lidarixstin. + +Roja çarşemê ya borî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da parlamenteran. + +Roma (Rûdaw)- Îro, Înê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel Wezîra Derve ya Îtaliya Federica Mogherini civiya, li gor gotina Mogherini jî, civîna ligel Barzanî ";Serkeftî bû."; + +Piştî civîna ligel Mesûd Barzanî, Wezîra Derve ya Îtaliya Federica Mogherini ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Civîna me bigiştî serkeftî bû."; + +Herwiha Mogherini behsa beşek ji naveroka civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: ";Me têkiliyên du qolî bigiştî gotûbêjkirin, bi taybetî jî em li ser têkiliyên siyasî û aborî rawestan û ew têkilî di astekî gelek baş de ne."; + +Mogherini amaje kir ku niha 400 projeyên weberhênanê yên hikûmeta Îtaliya li Herêma Kurdistanê hene ";Lrewma em hewil didin ku wan têkiliyan baştir bikin."; + +Herwiha Wezîra Derva ya Îtaliya aşkere kir ku behsa paşeroja Rojihlata Navîn û krîza Sûriyê jî di civîna ligel Barzanî de hat kirin. + +Duh pêncşemê, li Romayê, serokê Herêma Kurdistanê ligel encûmena pîran a Îtaliyayê civiya. + +ligel Barzanî pêk tê ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtaliyayê, rêveberê giştî yê karûbarê Xristiyanan di wezareta ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal. + +Herwiha piştî civîna ligel Wezîra Derve ya Îtaliya, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kir û liegl Pap Fransis civiya. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Cendirme êrîşî xwepêşanderên Licê ya Amedê, yên ku rêya Çewlik-Amed girtine, kirin. + +Ev 6 rojin çalakî li dijî avakirina qereqolan ji aliyê hikûmeta Tikriyê ve, li devera Licê ya Amedê li Bakurê Kurdistanê berdewame. + +Îro, 30.05.2014, serê sibehê, hêzên Cendirme bi gaza firmêskrêj êrîşî xwepêşanderan kirin da ku wan belav bike, di himber de xwepêşanderan bi Molotvên destkird bersiva êrîşa Cendirmeyan dan. + +Herwiha pêr, 28.05.2014, jî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Îro înê xwepêşnadanek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarixstin. Xwepêşandan bê ti astengî bi dawî hat. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşadan piştî nimêja înê li pêşiya mizgefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês birêveçû. + +Di xwepêşandanê de nêzîkî 50 kes beşdar bûn û wek çend xwepêşanderan ji Rûdawê re gotine ku xelk ji tirsa girtin an jî derkirina ji wezîfeya hikûmî, tevlî xwepêşandanê nebûn. + +Xwepêşanderan siloganên li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê û rejîma Beşar Esed bilind kirin, herwiha ev hilbijartin wek ";hilbijartinên xwînê"; bi nav kirin. + +Xwepêşandana îro li ser banga grûpeke bi navê ";Hêza Qamişlo"; hat lidarxistin. + +Tevî ku partiyên kurdî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ";ne rewa"; dibînin û boykot kirine, lê jibilî serkirdeyekî Kurd, ti serkirdeyên din ên partiyên kurdî tevlî xwepêşandana îro nebûn. + +Xwepêşandana îro ya yekemîn bû ku li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyeke kurdî derdikeve. + +Heta niha gelek xwepêşandanên alîgirên Esed li bajarê Qamişlo derketin, bi taybet di vê dema dawî de. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mihemed ragihand ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên wan nayên kirin. + +Berdevkê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, got ku ";ti sidnoqên dengdana ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên di bin kontrola rêveberiyê de nayên danîn";. + +Rojnameya el-Şerq el-Ewset li ser zarê Ciwan Mihemed nivîsandiye ku ";dibe ku rejîma Sûriyê hinek sindoqên dengdanê derbasî gundên Erebên Xemir bike ji bo ku pirsgirêkan di navbera xelkê wan gundan û Kurdan de derxîne holê";. + +Ev daxuyanî di demekê de ye ku berî niha serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso û cîgirê wî Hisên el-Ezam ji televizyoneke nêzîkî rejîma Sûriyê re ragihandibûn ku ew rê li ti kesî nagirin ji bo ku dengê xwe di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de bi kar bînin. + +Li gor ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, ";wê 414 sindoqên dengdanê li her du bajarên Hesekê û Qamişlo û navçeyên nêzîkî wan bên danîn";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, nêzîkî 15 partî û saziyên siyasî yên kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê dicivin. + +Îro (30.05.2014) saet 18:00 bi dema Hewlêrê, hinek partî û saziyên siyasî yên kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê civînekê li dar dixin. + +Endamekî Lêjneya Amadekar a civînê, ji Rûdawê re got, mebesta vê civînê ew e ku li ser nakokî û aliyên ku vê dawiyê di navbera partiyên kurdî de bi taybet nakokiyên navbera PKK û PDKê her wiha PYD û PDK-Sê derketine, were axaftin. + +Wî jêderî her wiha anî ziman ku di civînê de dê ji partiyên kurdî were xwestin ku di demek kurt de şerê ragihandinê yên li dijî hev bidin sekinandin û arêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. +Dihok (Rûdaw) - Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê du çadirên penaberan şewtîn û di encamê de zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayê wî jî bo nexweşxaneyê hat şandin. +Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dihokê ragihand ku îro demjmêr 5ê êvarî du çadirên penaberan li kampa Domîzê şewtîn ku xelkê bajarokê Tilhemîsê ne û Ereb in û ji ber vê bûyerê zarokekî temen 2 salî ku navê wî Leys Miwefeq Hesen e, jiyana xwe ji dest da. +Li gorî agahiyên peymnêrê Rûdwê,di bûyerê de birayê wî zarokî yê bi navê Qeys Miwefeq Hesen jî birîndar bû û bo nexweşxaneya bajarê Dihokê hat şandin. +Hat gotin ku rêjeya şewata Qeys 30% e. +Li kampa Domîzê 24 malbatên bajarokê Til Hemîs hene, ku hemû ereb in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Civîna partî û saziyên kurd li ser nakokiyên navbera PKK û PDKê û PDK-Sê û PYDê, li Hewlêrê dest pêkir. + +Organîzatorê civînê û nûnerê PDK-Bakûr Dr. Mûsa Kaval, ji Rûdawê re got, mebesta me ji vê civînê ew e ku partiyên mezin ên mîna PKK û PDKê û hemû partiyên kurd nakokî û arîşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin nek bi rêya tundî û şerê ragihandinê. + +Dr. Mûsa Kaval, li ser çimaniya çênebûna Kongireya Netewî ya Kurd (KNK) jî got, bêguman eger Kongireya Netewî çêbiba dê niha bo çareserkirina arîşeyan navbeyinkarî bikira lê dîsa jî pêwîstî bi sazkirina kongirê heye. + +Dr. Kaval, da zanîn ku di dawiya civînê de dê bangewaziyekê derbixin û bang li PKK û PDK û hemû partiyên kurd bikin ku li şûna gef û tundiyê arîşe û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin. + +Li gorî agahiyên Dr. Mûsa Kaval, nûnerên PKK, PDK, PYD, PDK-S, YNK, Tevgera Gorranê bo civînê nehatine vexwendin. + +Organîzatorê civînê li ser sedema venexwendina nûnerên YNK û Gorranê jî got, karûbarên wan partiyan pir e lewma me nexwest em dema wan bigirin. + +Hat zanîn, di civîna îro de nêzîkî 15 partî û saziyên siyasî yên kurd beşdar bûne ku navên hinek ji wiha ne: PDK-Bakûr, HDK (Rojhilat), her du baskên Komeleya Zehmetkêşanê (Rojhilat), PSDK (Başûr), PAK (Rojhilat) her wiha 5 partiyên Rojava jî beşdar bûn. + +Amed (Rûdaw) - Di salên 90'î di navbera PKK'ê û Hizbullahê de şereke gellek gurr û bi xwîn hebû. Di vî şerî de gellek kes hatin kuştin ku hîn jî termê hinek kesan nehatiye dîtin. Di vî şerî de dihate îddakirin ku Hizbullah ji aliyê dewleta kûr ve li dijî sempatîzanên PKK'ê tê bikaranîn. + +Niha jî ji hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û vir ve şer û pevçûn di navbera PKK û Hizbullahê de rû didin. Pispor vê yekê bi konjonkturê ve girê didin. + +Her çiqas metirsiyeke vegera salên 90î derketibe holê jî lêkolîner tînin ziman ku vegera wê demê ji bo herdû aliyan jî dê encamên ne baş debixe holê ji ber vê yekê jî rewş nabe wek berê. + +Hizbûllaha Tirkiyê piştî serokê wan Huseyîn Velîoglu li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiye yê ve hatibû kuştin êdî çalakiyên çekdarî nekiribû û pêşî bi Cemiyeta Mustazefan û herî dawî jî bi Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) re ketibû nav siyasetê... + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya îslamî ya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, bi tundî êrişî PKK û BDPê kir û ragihand, PKKê li dijî HUDA-PARê şer ragihandiye. +Serokê Giştî yê HDUA-PARê Zekeriya Yapicioglu, îro li ser revandin û kuştina endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û PKK bi kuştin û revandina endam û alîgirên xwe û êrişên li dijî HUDA-PARê tohmetbar kir. +ZekeriyaYapicioglu, ji PKKê xwest, eger berpirsê HUDA-PARê yê navçeya Dîcle ya Amedê Ercan Alparslan, ku roja 28ê vê mehê ji aliyê komek çekdar ve hatibû revandin, neyê berdan yan jî zirarê bibîne êdî bila ti kes behsa pêvajoya aştiyê neke. +Yapicioglu, diyar kir ku êrişên PKKê yên li dijî partiya wan tê wateya ragihandina şer û wiha got:";Me her car got ku divê em siyasetê bikin, ew jî behsa siyasetê dikin lê di binî de li dijî me şer radigihînin."; +Serokê Giştî yê HUDA-PARê gefa bersivdanê li PKKê xwar û got, beriya niha êrişî me kirin lê me ev yek di çarçoveya siyaseta derxistina aloziyê ya BDPê de nirxand û me ji alîgirên xwe xwest li ser xwe bin lê eger bûyer mezin bibin em êdî nikarin ti kesî zeft bikin. +Berpirsê HUDA-PARê yê Dîcleyê, Ercan Alparslan roja 28ê Gulanê ji aliyê komek çekdar ve hatibû revandin û di heman rojê de endamekî wê partiyê li bajarê Mêrdînê hatibû kuştin. + +Broksel (Rûdaw)- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku navenda wê li bajarê Brokselê ye û hinek alî wê wek rêxistineke girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav dikin, îro li paytexta Belcîka Brokselê kongreya xwe li dar dixe. + +Kongreya KNKê ku dê bibe kongreya 14an, îro 31/5/2014 û sibê 1/6/2014 bi beşdariya çend aliyan û hejmarek rewşenbîran birêvediçe, yek ji aliyên beşdar jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. + +Berpirsê desteya rêveberê ya YNKê Mela Bextyar wê gotarekê di kongreyê de pêşkêş bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakiyên li hember çêkirina qaraqolan ku ev demeke destpêkirine, di serî de li navçeyên Pasûr û Licê ya Amedê, navçeya Vartoya Mûşê, navçeya Beytuşebaba Şirnexê û çiyayê Maskena yê girêdayî Şemzînana Colemêrgê û li gelek cihên din, didomin. + +Di saetên sibê de li navçeya Vartoya Mûşê ji aliyê xwepêşanderên ku li dijî çêkirina qereqolan çalakî li dar dixin, rê hat qutkirin û otombîleke di çêkirina avahiyên qereqolê de kar dikir hat şewitandin. Di encama pevçûnên navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û xwepêşanderan de 11 leşker bi keviran birîndar bûn. + +Herwiha li navçeya Licê jî ku ev heftiyeke çalakiya rê girtinê ji aliyê xwepêşanderan ve berdewam dike, dîsa di navbera leşkeran û çalakvanan de pevçûn derket. Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên pilastîkî destêwerdana xwepêşanderan kir, xwepêşanderan jî bi kevir û bomeyên ezmanî û yên deng êrîşî leşkeran kirin. + +Hat ragihandin ku leşkeran danê sibê ber bi qereqola Duruyê ve vekişiyan. Di encama van pevçûnan de 4 leşker û hemwelatiyek birîndar bûn. + +Li gor agahiyan, heta niha piraniya rêyên ku ji Licê ber bi Pasûr, Hênê, Çewlik û Mûşê ve diçin, ji ber çalakiyan girtî ne. + +Li aliyekî din û li gor ku medyaya Tirkiyê, li navçeya Beytuşebabê ya bi ser Şirnexê ve, gerîlayên PKKê 3 kemyonên înşaatê şewitandin. + +Hevserokatiya KCKê derbarê van bûyeran de diyar kir ku artêşa Tirkiyê li Licê êrîşî çalakvanên ku li hemberî çêkirina qereqolan xwepêşandanê dikin, kirie û di vê êrîşê de gelek kes birîndar bûne. + +KCKê herwiha got ku ";hikûmeta Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze ku berxwedana demokratîk a li hember çêkirina qereqol û bandavan vemirîne";. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay jî ragihand ku ";ev tevgerên ku rêxistinên PKKê li herêmê dike li dijî pêvajoya aştiyê ne, lê hikûmet dizane ku kiryarên wiha wê di vê pêvajoyê de derbikevin, ji ber ku ev pêvajo di yek astê de nameşe, wê hilkişe û dakeve û ev jî tişeteke normal e, lê tevî van hemû kêmasiyan jî pêvajo hîn di rêya xwe de dewam dike, ji ber ku hikûmet û gelên li Tirkiyê tev bi aştiyê re ne";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja 18ê vê mehê 3 dayik li pêşiya şaredariya Amedê çalakiyek li dijî ";revandina zarokên wan ji aliyê PKKê ve"; li dar xistin û her ku diçe hejmara wan dayikan zêde dibe. Îro şemiyê hejmara malbatên ku ji PKKê dixwazin zarokên wan vegerîne gihişte 75 malbatan. + +Ew malbat û dayikên zarokan li bajarên Amed, Qers, Erzerom, Mêrdîn û Izmîrê çalakiyên xwe li dar dixin û dixwazin zarokên wan vergerin. + +2 dayikên soz ji hevserokê BPDê Selahedîn Demîrtaş biribûn ku zarokên wan vegerîne, çalakiya xwe bi dawî anîn. + +Sariye Tokay yek ji wan dayikane ku ajansa Cihanê re ragihand ku ew çalakiya xwe bi dawî nayênin heta ku PKKê zarokên wan venegerîne. + +Roja înê, beşek ji wan dayikan nameyek şandin û ji PKKê xwestin ku helwesta wan li hember çalakiyê hebe û zarokên wan vegerîne. + +Duh jî Platforma Biratiyê ya Qeyseriyê tevlî çalakiya dayikan bû û ragihand ku ewê jî piştgiriya dayikan bikin heta ku zarokên wan vegerin. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji televizyona Stêrk re ragihand ku bi tenê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dikare wan kesan vegerîne, ji ber ku bi gotina Demîrtaş ";Erdogan bi gavavêtinan dikare rê li ber karên wiha bigire";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 39emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek ji wê partiyê re şand. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyê li YNKê dike û dibêje ku ";tehdiyatên mezin li ber gelê Kurd hene û di paşerojê de derfetên mezin li ber gelê Kurd hene";. + +Barzanî hêvî xwest ku salvegera damezirandina YNKê bibe sedema bihêzkirina yekrêziya hemû aliyên siyasî ji bo bergirîkirin li mafên gelê Kurd û pêşxistina doza wî ya rewa. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku tehdiyat û derfetên mezin li ber gelê Kurd hene û zêdetirî her demekê, ji hêzên siyasî tê çaverêkirin ku yekrêzî û yekdeng bin. + +Di dawiya peyama xwe de Barzanî hêviya selametiyê ji sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî re dixwaze û hêvî dike di zûtirîn dem de vegere. + +YNKê di 1ê hezîrana 1975an de hate damezirandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin de, got ku ewê her destekî bibirrin ku bixwaze vê sîstema wan hilweşîne. + +Salih Mislim îro di 14emîn kongreya ";Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)"; li Brokselê de gotarek pêşkêş kir û bal kişande ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê. + +Salih Mislim got ku ";ew xebata du sed sale ji bo azadiya Kurdistanê hatiye kirin ku ji Şêx Seîd, Qasimlo, Şerefkendî û Mela Mistefa ve didome û niha ew xebat bi şaşî û serkeftinên xwe li Rojavayê Kurdistanê berdewam e";. + +Hevserokê PYDê diyar kir ku ";serkeftin û derketina tiştên xirab li Rojavayê Kurdistanê dê bandora wê li ser 50 milyon Kurd hebe";. Herwiha got ku wan ";kariye herêma xwe ji rejîmeke serkutker û dektator paqij bikin";. + +Derbarê her sê rêveberiyên ku li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê partiya wî û hevalbendên wê de hatiye ragihandin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî nebûye, Salih Mislim got ku ";ew sîstem tevahiya pêkhateyên Mezoptamya li nav xwe digire";. + +Mislim herwiha got ku ";niha li Sûriyê her aliyekî DAÎŞê wî heye, rejîm û Tirk û hinek hêzên Kurd jî DAÎŞê wan hene û bi kar tînin";. + +Hevserokê PYDê, bê ku wan aliyan bi nav bike got ";Gelek têkiliyên me yên dîplomasî hene, lê yên ku naxwazin em serkeftinê bi dest bînin, berî me xwe gihandine gelek cihan û dest bi dijatiya me kirin";. + +Salih Mislim gef li wan aliyan xwar ku dixwazin sîstema li Rojava heye têk bibin û got ";Serkeftina vê sîstemê bi tenê rêya serkeftina me ye, me biryar daye wan destan bibirrin ku dixwazin vê sîstemê xira bikin, îcar ew her çi kesek be, ez bi xwe amade me çar carên din jî bibime bavê şehîd";. + +Hevserokê PYDê bi tundî rexne li KNKê kirin û got ";Gelek tişt ji KNKê tên xwestin lê wê tiştek pêk ne aniye, gelek caran hatiye xwestin kongreya neteweyî li ser xaka Kurdistanê bê girêdan, lê ji ber çi nayê girêdan? Ji ber çi em ji şaşiyê re nabêjin şaşî û ji reş re nabêjin reş?";. + +Salih Mislim diyar kir ku ";pêwîst bû hemû Kurd û yên li kongreyê amade ne û li her çar perçeyên Kurdistanê hemû piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin, ev saleke em hatine dorpêçkirin û hîn em teslîm nebûne, eger em li ser pêyên xwe mabin, ew jî ji ber alîkariya Kurdên diyasporayê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Kurdistanî yên ku duh li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê li hev civiyabûn û destpêşxeriya navbênkariya di navbera Partiya Demokrat a kurdistan PDKê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de pêşkêş kiribûn, biryar dan ku heftê meha bê carek din li hev bicivin. + +Nûnerê partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê Newaf Reşîd ku beşdarî civîn bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got di civîna duh de beşdaran li ser wê yekê lihev kirin ku civîn bi şêweyekî dewrî bên kirin û aşkere kiri ku roja şemiya bê 7ê hezîranê wê civînek din bê lidarxistin. + +Reşîd da zanîn ku aliyên beşdar li ser wê yekê lihev kirine û ku çarçoveya destpêşxeriyê bê berfirehkirin û aliyên weke Yekîtî Niştiman, Tevgera Gorran û partiya Demokrata Kurdistana Îranê bên vexwendin. + +Derbarê encamên civîna duh de, Reşîd diyar kir ku aliyên beşdar tekezî li ser girîngiya rawestandina kampînên ragihandinê di navbera partiyên Kurdistanî de û di navbera partiyên her parçeyekî Kurdistanê de kirine. + +Bi gotina Reşîd rawestandina şerê ragihandinî û rê li pêş berdewamiya danûstandinan û herwiha egerên hevtêgihiştinê jî xweş bike. + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, gundiyên gundên girêdayî bajarên Pawe û Ciwanroyê li ser zeviyan li hev dan û di encamê de kesek mir û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. + +Xelkê gundên Bayîngan û Bîwenê yên girêdayî bajarên Pawe û Ciwanro yên Kirmaşanê duh danê êvarê li ser zevî û erdên xwe di navbera wan de şer û pevçûn derket. + +Li gorî agahiyên fermandeyê polîsê Kirmaşanê, di bûyerê de ku kêr û çekan li hev dabûn kesek mir û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, ji ber şerê han hinek kes hatine desteserkirin û birîndar jî şandine nexweşxaneya bajarê Paweyê. + +Fermandeyê polîsê Kirmaşanê her wiha ragihand, xelkê hinek gundên derdorê jî dixwestin tevlî şer bibin lê ji aliyê hêzên polîs ve hatin astengkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat zanîn şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê serdana girava Îmraliyê bike û ligel rêberê girtî yê PKK, Abdullah Ocalan bicive. + +Şanda HDPê ya ku biryar e sibê (01.06.2014) serdana Ocalan bike, ji her sê parlamenterên HDP, Perwîn Bûldan, Idrîs Balûken û Sirrî Sureya Onder pêk tê. + +Çav li rê ye ku şanda HDPê encamên civînên ligel rayedarên KCKê yên li Qendîlê û ligel şanda hikûmeta Tirkiyê bighîne Ocalan. + +Hevdem pêşbînî tê kirin ku mijara kongreya HDPê û kandîdê/a wê partiyê bo hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê jî yek ji mijarên civîn şanda HDPê ligel Ocalan be. + +Derbarê armanca serdanê jî Perwîn Bûldan got: ";Mijara sereke ya civînê, xwepêşandanên Licê û Amedê ye ligel tev û liva artêşa Tirkiyê li navçeyê."; + +Herwiha Bûldan da zanîn jî ku wan daxwaziyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tikriyê kirine da ku hevserokên HDPê Ertugrul Kurkçu û Sebahet Tûncel jî serdana Ocalan bikin, lê heta niha bersiva daxwaziya wan nehatiye dayîn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Navenda kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariyên yasayî ya bi navê YASA, diyar kir ku ewê di hefteya bê de civînekê derbarê sizadanên dadgehên Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser çend girtiyan li dar bixin. + +Endamê navenda YASAyê parêzer Hozan Dilzar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghand ku ew weke navenda YASAyê, mafê xwe dibînin ku dozê li dijî her aliyekî ku mafên mirov binpê dikin, vebikin. +Dilzar diyar kir ku ji bo wan girîngiya hinek mijaran li pêş hin mjarên din hene û ew li ser wê yekê radiwestin ka wê dozê beriya DAIŞê li ser rêveberiya demkî ya PYDê vebikin yan na. + +Wî endamê navenda YASAyê got ku tawanên rêjîmê û DAIŞê gellekî giran in û di baweriya wan de divê girîngiyê bidin tawanên ku li ser destê hêzên rêjîmê tên kirin. + +Parêzer Hozan Dilzar her wiha aşkere kir ku ewê hefteya bê civîneke taybet bi vê mijarê lidar bixin û eger daxuyaniya wan ti bandorê li ser helwesta rêveberiya demkî nekir ewê gavên din gengeşe bikin. + +Roja 29ê Nîsana îsal, Dadgeha Gel li Efrînê çend endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê bi tohmeta karên terorîstî bi 10 sal heta 20 sal zîndan siza kiribûn. + +Roja 30ê Gulanê, navenda YASAyê ku navenda wê li Almanyayê ye, di daxuyaniyekê de, diyar kiribû ku Dadgeha Gel, ku saziyeke PYDê ye, li Kantona Efrînê qanûn piştguh kiriye û pîvanên dadmendiyê binpê + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, Herêma Kurdistanê girêdayî wan biryarên Netewên Yekgirtî (NY) ye yên ku derheqê qerebûkirina welatên ku Iraqê zirar daye wan de hatiye dayîn. + +Serokwezî Nêçîrvan Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê bi nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Nîkolay Mîladînov re civiya. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û hilbijartinên vê dawiyê yên Iraq û Kurdistanê her wiha pêkanîna kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye axaftin. + +Li gorî malperê, behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha kirîza hinartina nefta Kurdistanê jî hatiye gotûbêjkirin ku li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, Herêma Kurdistanê girêdayî wan biryaran e ku NY derheqê welatên ku Iraqê zirar daye wan, bi ser Bexdayê de sepandine. + +Agirî (Rûdaw) – Li ser biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê û di çarçoveya hilbijartinên herêmî de, li bajarê Agirî û hinek bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartina şaredarî û endamên encumenên bajêr, navçe û gundan dest pêkir. Dengdan dê heta saet 16:00 bi dema Tirkiyê bidome. + +Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ragihand, îro li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê û di çarçoveya hilbijartinên herîmî yên Tirkiyê de gel dîsa çû ser sindoqên denganê. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, çavdêrên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Dad û Geşedanê (AKP), ku wek hevrikên serekî li deverê ne, li ser sindoqên dengdanê ne. + +Hat zanîn, heta niha tenê li navendeke dengdanê aloziyek çêbûye û hêzên ewlehiyê gulle berdane hewayê, jibilî vê yekê heta niha ti tiştekî nexweş çênebûye. + +Peyamnêrê Rûdawê her wiha anî ziman ku rayedarên AKPê gellek soz dane xelkê deverê ku eger namzedê AKPê li Agirî li hember namzedê BDPê bi ser bikeve dê deyinên wan kêm bikin yan jibîr bikin. + +Li gorî alîgir û endamên BDPê, dubarekirina hilbijartinên herêmî li Agiriyê niheqî ye li BDPê, çimkî AKP 16 caran li dijî encamên hilbijartinên roja 30ê Nîsanê bertek nîşan heta ku komîsyona hilbijartinan neçar ma hilbijartinan betal bike û biryara dubarekirinê bide. + +Dengdana Agiriyê ji saeta 07:00 dest pêkiriye û dê heta saet 16:00 bi dema Tirkiyê bidome. + +Di hilbijartinên roja 30ê Nîsanê de namzedê BDPê Sirri Sakik li hember namzedê AKPê biser ketibû lê di encama bertekên AKPê de Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hilbijartinên Agiriyê betal kiribû. + + +Bedlîs (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê hilbijartinê dest pê kir û li tevahiya naveçyê polîs bi amûrên bi navê TOMA û wesayîtên zirhî tedbîrên gellek dijwar girtin. +Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê û di çarçoveya hilbijartinên herêmî de, îro li deverên Norşîn, Agirî yên Bakûrê Kurdistanê û 12 bajar û deverên Tirkiyê hilbijartin dubare dibin. + +li gorî DÎHAyê, li navçeya Norşînê ya Bedlîsê welatî serê sibê çûn ser sindoqan û dest bi bikaranîna dengan kirin. + +Li navçeyê 11 hezar û 994 hilbijêr dê di li 11 dibistanan di 44 sindoqan de dengan bikar bînin. BDP'ê ji her sindoqê re çavdêrek û parêzerek erkdar kiriye. Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) jî 30 parêzer bi giştî 65 çavdêr erkdar kiriye û dê li ser sindoqan bigerin. + +Li tevahiya navçeyê polîsan tedbîrên gellek dijwar girtin. Polîsan derdora avahiya Hikûmetê bi barîkatan girtin û TOMA lê bicih kirin. Ji bajarên derdorê gellek polîs anîne navçeyê û bi TOMA û wesayîtên zirhî li noqteyên cuda hatine bicihkirin. + +Parlementerên HDP'ê Adil Zozanî, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu û hevşaredarên herêmê ji bo ti nexweşî çênebin li ser sindoqan digerin. Bikaranîna dengan dê seat di 16.00’an de bi dawî bibe. + +Li Norşînî jî mîna Agirî, hevrikiyek tund di navbera AKP û BDPê de heye. + +Wan (Rûdaw) – Bi beşdariya zêdetirî 50 hezar kesî mezintirîn taştêya cîhanê li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê hat xwarin. Nûnerê pirtûka Guinnessê jî ragihandin, bi vê yekê navê Wanê ket pirtûka Guinnessê. + +Îro li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, mezintirî sofreya taştê ya cîhanê hat raxistin. + +Her çiqas Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê (VATSO) Necdet Takva gotibû wan amadekariyên zêdetirî 30 hezar kesî kirine lê li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Wanê, zêdetirî 51 hezar û 700 kes beşdarî taştêya herî mezin a cîhanê bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku Serokê VATSOyê ji ber vê yekê ku taştê têra hemû kesî nekiriye, lêborîn xwestiye. + +Hat zanîn, nûnerên pirtûka rekoran a Guinnessê jî ragihandin ku bi vê çalakiyê navê Wanê ket pirtûka Guinnessê. + +Rekora herî dawî ya taştêya cîhanê, li Amerîka û bi beşdariya 19 hezar kes hatibû şikandin. + +Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Husên Çelîk jî beşdarî sofreya taştêya herî mezin a cîhanê bû. + + + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Di salvegera destpêka bûyerên Parka Geziyê de li navenda bajarê Dêrsîmê jî çalakî hatin lidarxistin. + +Duh danê êvarê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl li ser navê Hevgirtina Dêrsîmê di bin navê pankarta 'Ji Geziyê heta Somayê kujer dewlet e, her der Taksîm her der berxwedan' de ji Kolana Hunerê heta Meydana Seyîd Riza bi berzkirina dirûşmeyên li dijî kiryarên hikûmetê xwepêşandanekê li dar xistin. Di bûyerên ku piştî xwepêşandanê berdewam kir de 3 kes hatin binçavkirin. + +Li Meydana Seyîd Riza li ser navê girseyê Alîkarê Hevşaredarên Dêrsîmê Huseyîn Tûnç daxuyand. Tûnç diyar kir ku di encama bûyerên bi Parka Geziyê re dest pê kir de 8 gêncan jiyana xwe ji dest dan, çavên 11 gênca kor bûn û bi sedan kes birîndar bûn û hatine binçavkirin. Tûnç di vî warî de wiha pê de çû: "Bi ser berxwedana ku bi birrîna darên li Parka Geziyê dest pê kirin û bi şewitandina konan/çadiran berdewam kir û mezin bû ve salekê derbas bû. Nerazîbûna ku ji ber nepirsîna sererastkirina nava parkekê dest pê kir; di encama bêtehamulî, pozbilindî, êrişkarî û despotîzma deshilata AKPê de 8 gênc mirin, 11 gênc kor bûn, bi hezaran kes birîndar bûn û çendîn kes hatin binçavkirin. Kesên ku hingê hatin binçavkirin, bi rojan di girtîgehan de man." + +Tûnç, derbirî ku bi bûyerên geziyê re, 'hêzên polêsî zêdetir êrişî pirotesto û xwepêşandanên mafdar û rewa dike'. Tûnç, di vî warî de wiha berdewam kir: "Li hemberî rexneyên li dijî hikûmeta AKPê, jopên/çovên polêsan berz dibin. Gel rastî zextên neheq û dilxwastekî tê. Kolan û meydan ji mafê xwepêşandanên demokratîk re hatin girtin. Serokwezîr Erdogan li şûna ku tundiya polêsan rawestîne, hê zêdetir ev tundî han da." + +Alîkarê Hevşaredarên Dêrsîmê Huseyîn Tûnç, qala girîngiya hevgirtina girseyên nerazî kir û di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yên ku ji bo Geziyê daketin kolanan, yên ku li hemberî komkujiya Somayê dengên xwe berzkirin, yên ku li Licê li dijî çêkirina baregehên leşkerî têdikoşin; ji her demê bêhtir divê bi giyana têkoşîna hevpar tevbigerin. Di salvegera yekem a berxwendana Geziyê de şert û mercên ku rê li ber raperînê vekir, hê jî li dar e. Rewş, hîn rewşa berê ye. Ji bo komareke demokratîk, xweserî û dostaniyê pêdiviya geşkirina têkoşînê ji wê rojê heta niha her diçe gurrtir dibe. Di serî de gelê Kurd û Elewî li hemberî hemû bindestan; helwêsta êrişkar a AKPê jî ji wê rojê heta her diçe tundtir dibe. Rageşiya ku her diçe gurrtir dibe, me zêdetir dixe nav xem û fikaran. Yên ku li hemberî çêkirina baregehen leşkerî li cihên wekî Licê berxwedêriyeke mafdar bi pêş dixin û êrişen li dijî van kesan; êrişên ku li ser sînorê Rojava li dijî jin û zarokên dixwazin derbas bibin pêk tên, li Okmeydani ya Stenbolê kuştina hemwelatiyek Elewî; tenê çend mînakên van deman in." + +Piştî axaftina Tûnç, çalakger bi hêmanane belav bûn; lê belê şev di navbera çalakger û polêsan de rageşî û pevçûn derketin. Çalakiyên ku li navenda bajêr li Taxa Mogûltayê qewimîn de polêsan li hemberî kevirên çalakgeran gaza rondikrêj û ava şid bi kar anîn. Bi gumana ku kamerayên mobesayê hatine derbkirin, 3 kes hatin binçavkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê ji bona encamdana hinek pişkinînên tenduristiyê serdana Almanyayê jî bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de ku ji roja 21ê Gulana îsal ve dest pêkiriye, serdana Fransa, Îtaliya û Vatîkanê kiriye û li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bernameya fermî ya serdana Barzanî tenê ev welat bû lê hat zanîn Barzanî dixwaze serdana Almanyayê jî bike. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, serdana Barzanî ya Almanya fermî nîne ji ber ku dê ji bona encamdana hinek pişkinînên tenduristiyê here wî welatî. + +Tê gotin, Barzanî dê vê hefteyê vegere Kurdistanê û encamên serdana xwe ya Ewropayê bi nûnerên hêz û aliyên Kurdistanê re parve bike. +Tora Medyayî ya Rûdawê, bi qasî jîrbûna di gihandina xeber û agahiyan de di bikaranîna teknolojiyê de jî jêhatî ye, eger hûn bawer nakin li vê vîdyoyê binêrin! + + +Dihok (Rûdaw) – Têkildarî kuştina jina 15 salî ya bi navê Dinya, ku li Dihokê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin, 4 kesên nêzîkî tohmetbarê kuştina Dinyayê xwe radestî polîs kirin. + +Çend roj berê li devera Kelekçî ya bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, zilemkî hevjîna xwe ya 15 salî, bi hêceta ku ";namûsa wî lewitandiye"; kuştibû û paşê cinazê jinkê li pey otomobîlê girêdabû û bi erdê ve xişkiandibû. + +Heta niha ew zilam nehatiye girtin lê rêveberê polîsê Dihokê, Tariq Ehmed ji Rûdawê re got, ew kesên ku ji aliyê polîs ve hatibûn xwestin xwe radestî polîs kirin û lêpirsîn bi wan re dest pêkiriye. + +Tariq Ehmed, da zanîn, ew melayê ku Dinya li zilamê wê mare kiribû heta niha jî nehatiye girtin ji ber ku fermana girtina wî ji aliyê dadgehê ve negihîştiye wan. + +Li ser tohmetbarê kuştina Dinyayê jî wî rayedarê polîsê Dihokê got, heta niha nayê zanîn ka bikuj li kuderê ye lê lêgerîn û pişkinîn ji aliyê polîs ve didome. + +Roja 24ê Gulana îsal jina 15 salî ya bi navê Dinya Silêman, ji aliyê zilamê xwe yê 45 salî ve hatibû kuştin. + +Kobanî (Rûdaw)- Ev bû 4 roj ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 100 xwendekarên Kurd ên xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê girtine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di dema ku ew xwendekar piştî ku ezmûnên xwe li bajarê Helebê bi dawî kirin û di rêya vegera bo Koabnê de li bajarê Munbêcê ji aliyê DAÎŞê ve hatin girtin. + +Ew xwendekar ku hemû yê pola 9ê ne di nava 4 pasên rêwiyan de bû û ew di dibistaneke bajarê Munbicê de girtî ne. + +peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwendekarên keç serbest berdan û piraniya wan gihiştin Kobanî û yên girtî jî tenê ciwanên ku temenê wan derdora 15 salan e. + +çavkaniyekê ji bajarê Munbicê ji Tora Medyayî ya Rûdaw re got ku ";ji bilî girtina xwendekaran, ji duh de DAÎŞê hemwelatiyên ji herêma Kobanî li ser nasnameyê digre û heta vê demê hejmara tevahiya girtiyên ji Kobanî li bajarê Munbicê ji aliyê DAIŞê ve bi sedan e";. + +bi gotina wê çavkaniyê, DAÎŞê derbarê sedema girtinê de ji girtiyan re gotiye ku ew dixwaze dîlên DAÎŞê yên di destê YPGê de serbest bên berdan. + +Amed (Rûdaw)- Berpirsê HUDA-PARê ku ji aliyê hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibû girtin, serbest hat berdan. + +Li gor agahiyên ku ketine dest, serokê rêxistina HUDA-PARê yê navçeya Dicleya Amedê Ercan Alpaslan ku roja 29ê gulanê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, îro serbest hat berdan. + +Hat ragihandin ku Ercan Alpaslan di heman ciyê ku hatiye girtin li taxa Yukuşlu Koyu de ji aliyê grûpeke çekdar ve hat berdan. + +Serokê rêxistina partiya HUDA-PARê piştî ku hat berdan, çû cem rêveberiya polîsan û derbarê çalakiya revandina wî de agahî dan berpirsên ewlekariyê. + +HUDA-PARê di daxuyaniyekê de PKKê bi revendina endamê xwe tawanbar kiribû, lê ti bersivek ji aliyê PKKê ve derbarê girtina Ercan Alpaslan de nehat dayîn. + +Efrîn (Rûdaw)- Hêzên çekdarî yên opozîsyona Sûriyê çûn û hatina di navbera herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarê Helebê li bakurê Sûriyê de qedexe kiriye û DAÎŞê nêzîkî 200 xwendekarên kurd û xwediyên wan girtine. + +Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrînê Reşîd Şeiban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji roja 27ê gulanê ve rê li ber otomobîlên Efrînê hatiye girtin û ji ber vê yekê jî xelkên Efrînê nikarin ji Helebê jî vegerin . + +Şeiban aşkere kir ku roja înê dema xwendekarên Kurd ji Helebê vedigeriyan, di navbera her du deverên Izaz û Babê de, çekdarên DAÎŞê nêzîka 200 kesên Kurd ku xwendekar û xwediyên wan in, girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. + +Derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de, Şeiban tekez kir ku ti sindoqeke hilbijartinan negihaştiye herêma Efrînê û bajarok û gundên bi ser wê ve. + +Berdevkê ENKSê li Efrînê herwiha got ku rejîmê hewla dide ku erebên Efrînê dengên xwe li bajarokê Nubilê li bakurê Helebê bidin, lê bi gotina Şeiban ev hewil bi ser neketin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vet ê naskirin, hat girtin. + +Endamê komîteya têkiliyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Dêrikê Omer Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";duh saet 12.30 şevê hêzeka asayşa PYDê avêtin ser mala kadirê PDK-Sê Mesûd Mişo li Dêrikê û ew û otombîla wî ber bi cihekî nediyar ve birin";. + +Omer Îsmaîl ku yek ji endamên PDK-Sê ye, got ku ";çend kes ji komîtya têkiliyên derve ya ENKS li Dêrikê ji bo berdana Mesûd Mişo, bi komîteya têkiliyên derve ya TEV-DEMê re rûnişt";. + +Bi gotina Îsamîl, ";di encama danûstandinan de, TEV-DEMê otombîla Mesûd Mişo radestî birayê wî kir, lê got bila Mesûd li ba me bimîne";. + +Di dawiyê de endamê PDK-S Omer Îsmaîl got : div ê dema dawî de gelek kes li Dêrikê têne revandin beriya 2 rojan jî kesek bi nave Mihemed Îd hisên hatiye revandin û beriya wî jî 2 kes bi nave Omer Nûrî û Umran Salih Osê û azad şêrzad Yeqûb hatine revandin û hê çarenivîsa wan ne diyare . + +Omer Îsmaîl diyar kir ku ";di vê dema dawî de rewşa bajarê Dêrik gelek ne aram bûye û revandin tê de zêde bûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Licê ya Amedê, duh di saetênn şevê de, dema ku hinek xwepêşander dixwestin dîsa rêya Licê-Çewlikê bigirin û barîkatan deynin, rastî destêwerdana leşkerên artêşa Tirkiyê hatin û pevçûn di navberê wan de derket. + +Li gor medyaya Tirkiyê, ";dema ku leşkerên Tirkiyê xwestin xwepêşandanên ciwanan belav bikin, ji girên nêzîkî ciyê bûyerê gule hatine berdan û di encamê de 3 leşker birîndar bûn";. + +Li aliyekî din malperên ser bi Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ragihandin ku ";dema hemwelatiyên gundê Bîrlîkê rê girtin, rastî destêwerdana leşkeran a bi guelyên rastî hatin û di encam de jê zarokeke 12 salî, 2 kes birîndar bûn";. + +Hat ragihandin ku ew her sê leşkerên birîndar bi helîkoptiran rakirin nexweşxaneya Dicle ya Amedê, lê ew du hemwelatiyên birîndar ji ber tevgera leşkerî û tirsa ku li nexweşxaneyê bên binçavkirin neçûn nexweşxaneyê û ti agahî derbarê rewşa wan ya tenduristî de tine ye. + +Ev 12 rojin xelkên navçeya Licê li hember çêkirina qereqolên nû xwepêşandanan li dar dixin û rêyan digrin. + +Dortmûnd (Rûdaw)- Di salvegera nehemîn a kuştina şêx Meşûq Xeznewî de, çalakiyek li bajarê Dotrmund li Almanyayê hat li dar xistin. + +Îro Kurdên ku li bajarê Dortmundê dijîn, di nehemîn salvegera kuştina Şêx Meşûq Xeznewî de ku malbata wî hêzên rejîma Sûriyê tometbar dikin, çalakiyek li dar xistin. + +Yek ji beşdarên çalakiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";bi dehan Kurdên Dortmund tevlî çalakiya îro bûn û xwestin kujerên Şêx Meşûq bên aşkerekirin û darizandin";. + +Di çalakiyê de alên Kurdistanê û pankartên ku gotinên Şêx Meşûq li ser hatibûn nivîsandin, hatin bilindkirin. + +Şêx Meşqûd Xeznewî roja 10ê gulana 2005an li ser rêya navbera Şamê û Qamişlo hat revandin û roja 1ê hezîranê cenazeyê wî ku şûna îşkenceyê li ser diyarbû, hat dîtin. + +Malbata Şêx Meşûq Xeznewî hêzên rejîma Sûriyê bi revandin û kuştina wî tometbar dikin, lê rejîma Sûriyê vê yekê red dike. + +Agirî (Rûdaw)- Parlamenterê BDPê yê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî ji bo şopandina hilbijartinan derbasî Agiriyê bû û yek bi yek li dibistanan geriya û çavdêriya hilbijartinê kir. + +Îbrahîm Bînîcî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û AKPê bi wê yekê tometbar kir ku ji bo Agiriyê qanûneke taybet xistiye dewrê. + +Bînîcî got ";Qanûnên taybet ên AKPê li Agiriyê ketine dewrê. Polîs û kesên çekdar nikarin 15 metran nêzîkî sindoqê bibin, lê ev qanûn îro li Agiriyê rakirin";. + +Bi gotina Bînîcî, ";ne 15 metran, lê belê li ser sindoqan 3-4 mirovên bi çek, polîs li ser sindoqan disekinîn û ji vê re jî dibêjin demokrasî ye. Ev sîstema newekheviyê ye. Ev sîstem biratiyê ava nake";. + +Bînîcî diyar kir ku ";îro serokê sindoqê, polîs û serokê desteya hilbijartinê ku ev biryar girtiye jî sûcdar e";. + +Parlamenterê Ruhayê yê BDPê bal kişand kuwan li hemberî vê biryarê îtiraz kir, lê heta niha ti bersiv nedane wan. + +Îbrahîm Bînîcî herwiha got ";Yên ku temenê wan dirêj in, extiyar in û xwendin û nivîsandina wan tine ye bi serê xwe diçin ser sindoqê. Ev li dijî qanûnê ye. Li gorî qanûnê divê kesek xwende ji malbata wan bi wan re biçin ser sindoqê û dengê wan bi kar bînin";. + +Îro hilbijartinên herêmî li bajarê Agiriyê hatin dubarekirin. + +Agirî (Rûdaw)- Hilbijartina li Agiriyê qediya û proseya veqetandin û hejmartina dengan destpêkiriye. + +Peyamêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Agiriyê ragihand ku sindoqên dengdanê ji gundan û navendan di bin ewlehiya polîs û leşkeran de dibin Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Agiriyê. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku hemû sindoq li Stadyoma Werzişê ya Sergirtî ya 15ê Nîsanê tên berhevkirin û li wir têne hejmartin. + +Çav li rê ye ku encamên dengdanê heta saet 22.00 aşkera bibin. + +Li ser biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê û di çarçoveya hilbijartinên herêmî de, li bajarê Agirî û hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartina şaredarî û endamên encumenên bajêr, navçe û gundan îro duhbare birêveçûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ezmênên bekaloriya ango pola 12ê îro li Sûriyê bi beşdarbûna zêdetirî 335 hezar xwendekaran destpêkirin û hat ragihandin ku xwendekarên bajarê Reqayê yê di destê DAÎŞê de wê biçin Hemayê ezmûnên xwe bidin. + +Wezîrê perwerdeyê yê Sûriyê Hezwan el-Wez ji ajansa Sûriyê ya fermî SANA re got ku hejmara xwendekarên ku navên xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan tomar kirine, 335 hezar û 606 xwendekar in. + +Ji nava wan xwendekaran, 124 hezar û 467 ên beşa zanistî û 211 hezar û 139 ên beşa wêjeyî ne ku li ser 2431 navendan hatine parvekirin, ji bilî 28 hezar û 545 xwendekarên pîşeyî ku li ser 320 navendan belav bûne. + +Ji aliyê xwe ve serokê birêvebiriya ezmûnan li Hemayê got ku wan pêşwaziya 3 hezar xwendekarên Reqayê kirine û 20 navend ji wan re veqetandine. + +Her li gor ajansa SANA, rewşa zanistî û perwerdeyî li Sûriyê hîn ";baş"; e ji ber ku hejmara xwendekarên ku dixwazin îsal ezmûnan pêşkêş bikin zêde bûye. + +Par hejmara xwendekarên ku navên xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan tomar kiribûn nêzîkî 237 hezar xwendekar bû. + + +Agirî (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) serkeftina xwe di hilbijartinên herêmî yên ku îro li Agiriyê dubare hatin kirin, ragihand. + +Namzedê BDPê yê Agiriyê Sirri Sakik di daxuyaniyekê de serkeftina xwe di hilkbijartinan de ji rojnamevanan re ragihand û got ku ";şaredariya Agirî wê di bin serokatiya BDPê de karên xwe berdewam bike";. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Agiriyê got ku heta niha 91% ji sindoqên dengdanê hatine vekirin û li gor amarên ne fermî BDPê 51% û AKPê 45% ji dengan bi dest xistine. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ji hejmara sindoqên ku li Stadyoma Werzişê ya Sergirtî ya 15ê Nîsanê hatine berhevkirin, 45 sindoq hatine vekirin û li gor amarên ne fermî BDPê serkeftiye. + +Her li gor peyamnêrê Rûdawê, endam û alîgirên BDPê li Agiriyê şahiya serkeftinê li nav koçe û kolanan dikin. + +Agirî (Rûdaw)- Bajarê Agiriyê ku weke bajarê serhildanê tê naskirin, di hilbijartina şaredariyê de ji BDP û AKPê re mazovaniyê dike. + +BDPê li ser kurdayetiyê û AKPê jî li ser xizmetê û nîmetên desthilatdariyê xelkê bi aliyê xwe ve dikişînin. + +Bi deh hezaran şêniyên Agiriyê ji bo tercîha xwe bike berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. + +Di hilbijartina Agiriyê de ewlehiyeke berfireh a polîsên sivîl, tîmên taybet û polîsên fermî bal kişand. + +BDPê di wê baweriyê de ye ku AKPê ji ber ku bi hêza gel nikare, bi rê û rêbazên ne demokratîk dixwaze hilbijartinê werbigre. + +Namzedê BDPê yê Agiriyê Sirri Sakik dibêje ";AKPê berevajî BDPê difikire û dibêje binpêkirin tine ne û polîs tenê ewlehiya hilbijartinê digre û ji bo aramiya hilbijartinê li ber dibistanan karê xwe dikin";. + +Ev hilbijartin hem ji bo Sirri Sakik û hem jî ji bo Hasan Arslan gelek girîng e. Hilbijartina ne tenê çarenûsa Agiriyê, di heman demê de dê çarenûsa her du namzedan a di nava partiyên wan de jî diyar bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kul û derdên koçberî û jiyana nav kamp û çadiran di germahiya havînê de dihêle ku reftar û pskololjiya mirovan were guhertin, û her çiqasî mezinên malê bi zarokan de bixeydînin û wan aciz bikin jî, lê ew her ji zarokan re wek hêlîneke aram û ewlekar dimînin. + +Zarok li vir avê dikişînin, li sêberekê digierin ji bo ku piştî bezekê bêhna xwe berdin, xwehdana xwe paqij dikin û carek din dilîzin û ken li ser lêvan wan dikeve. Erê ew koçberin, lê hêviyên wan zindî ne. + +Di nava vê kampê de hêviya Elî ewe ku helbestekê li ser koçberiyê bêje, lê gelo Elî wateya helbest xwe dizane? + +Hêviyên zarokan çiqasî mezin bibin, lê her biçûk dimînin. Îman keçeke 10 salî ye û hêviya wê ewe ku cihekî paqij û lihevhatî hebe ku tê de bilîze û zaroktiya xwe wek hemû zarokên dinyayê derbas bike. + +Hêviya ku Îbrahîm dixwaze pêk were gelek mezin, ew hêvî di waqih de ti carî pêk nayê, lê belê ewê di dilê wî de her dem geş û zindî be, heta ku mezin bibe û roekê ji rojan rastiya tiştê ku li dora wî çêbûne, bizanibe. + +Îbrahîm mezinê xuşk û birayekî ye ku bavê wan ev nêzîkî salekê ye çûye ber dilovaniya xwe, dayika wan jî piştî çend mehan dev ji wan berda û ew ji dapîr û bapîrê wan ê kal re hiştin. Erê pêkanîna hêviya van zarokan mustehîle, lê her nebe mirov dikare bi alîkariyê dilê wan geştir bike. + +Pirsa ku di vê rojê de ji Neteweyên Yekgirtî tê kirin ewe ku wê diyariya wê ji milyonan zarokên koçber û derbeder wê çibe, wê çadirekî şewitî be yan jî wê qurtek ava germ be di kelkela havînê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku îro serê çûbû Îmraliyê, bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civiya û peyama Ocalan belav kir. + +Şanda HDPê ku ji serokwekîlên koma HDPê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan û alîkarê hevserokên HPDê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro serê sibê çûbû girava Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kir. + +Li gor medyaya Tirkiyê, şanda HDPê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku wan ligel Ocalan dawî pêşhatên pêvajoya aştiyê nirxandine. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Ocalan tekîd kiriye ku pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû bûye û hişyarî daye ku pêwîste Kurd û hikûmeta Tirkiyê haya wan ji têkderan hebe. + +Her li gor daxuyaniya şanda HDPê, Ocalan serxweşî ji malbatên qurbaniyên kaniya komiran a Somayê re şandiye. + +Derbarê dubarekirina hilbijartinên herêmî li çend bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, Ocalan gotiye ku ";baweriya wî bi dengderên Kurd heye û ew piştraste ku biryara gel wê di xizmeta pêvajoya aştî û demokrasiyê de be";. + +د هلبژارتنێن شارهداریا ۳۰ ئادارێ ده، پارتیا بهدهپێ ب جوداهیا ۲۰۰ دهنگی، شارهداریا ئاگری ب دهست خوه خستبوو، لێ ل سهر ئیتیرازا پارتیا ئاکهپێ، دهنگ ژ نووڤه هات هژمارتن، و دیسا بهدهپێ ب سهر کهت، لێ بهدهپێ وێ دهمێ ڕاگهاند کو، ژ بهر کو ڕێ ل پێشیا بوویهرێن پرۆڤاکاسیۆنان بگرن و د ناڤبهرا خهلکێ و پۆلیسان ده پهڤچوون دژوارتر نهبن، وان ژی ئیتیرازا خوه ژ دهستهیا بلندا هلبژارتنێ ڕه دانه، و داخواز کرنه کو هلبژارتن د یهکێ ههزیرانێ ده ژ نووڤه دوبارا ببه. +پارتیا هوداپارێ کو جارا بهرێ تهڤلی هلبژارتنا شارهداریا ئاگری بووبوو، ئووشهسهد و دهه دهنگ ئانیبوو، ڕاگهاند کو وان بهربژێرێ خوه ژ ڤێ هلبژارتنێ کشاندیه، و ئهو تهڤلی ڕکبهریا هلبژارتنا شارهداریا ئاگری نابن، ل گۆر وێ ژی سبا وێ ل باژارێ ئاگری ۷۹ ههزار و ۵۰۰ دهنگدێر ل سهر ۳۱۰ ساندۆقان ده،دهنگێن خوه بدن، و ڕکبهریا سهرهکه ژی وێ د ناڤبهر پارتیا ئاکهپێ و بهدهپێ ده به، و ههردو ئالی ههموو گرانیا خوه ددن ڤێ شارهداریێ. +ڕۆژا پێنشهمێ د میتینگا ئالیگرێن ئاکهپێ سهرۆکوهزیرێ ترکیێ ڕهجهب تایب ئهردۆگان ڕاگهاند کو، ئهوێ گازا سرووشتی بینه باژارێ ئاگری، و ههموو سوود و فایزێن بکارانینا ئهلهکتریکێ بمهینه، و جهزایێن کهسێن کو ئهلهکتریک ب قاچاخی بکارانینه ژی ،کو ئهو ژی گهلهکن، ئاف بکه، و ئهو ئاگاهیێن دهربارێ بجیکرنا نیزیکی ۲۰ ههزار پۆلیس ل ئاگری ژی دهرهواند. +پارتیا بهدهپێ ژی ڕۆژا ۳۰ ئادارێ میتینگهکه مهزن لدار خست، و ههموو ڕایهدارێن پارتیا خوه ئانین باژارێ ئاگری ، ژ بلی ههڤسهرۆکێ بهدهپێ سالاههدین دهمیرتاش، و بهربژێرێ سهرۆکاتیا شارهداریا ئاڕی سری ساکک، پهرلهمهنتهرێن هادهپێ، ئالتان تان، هوسهمهدین زهندهرلۆگلو، مهرال بهشتاش، و ههڤسهرۆکا شارهداریا ئامهدێ گولتان کشاناک، و سهرۆکێ شارهداریا ئامهدێ یێ بهرێ ئۆسمان بایدهمیر ئاماده بوون. +بهربژێرێ بهدهپێ یێ سهرۆکاتیا شارهداریا ئاگری و پهرلهمهنتهرێ مووشێ سری ساکک ڕاگهاند کو، گهر ڕۆژ وهزیرهکی هکوومهتێ تێ ئاگری و ههڤدیتنان پێک تینن، ل ڤێ دهرێ بهدهپێ ب ئاکهپێ ڕه نهکهتیه ڕکبهریێ، ئهو ب هکوومهت و ههموو دهولهتا ترکیێ ڕه کهتنه ڕکبهریا هلبژارتنێ، هکوومهت ههموو دهرفهتێن د دهستێ خوه ده ل ڤر بکار تینه، لێ دیسا ژی باوهریا وان ب ڤینا گهلێ کورد ههیه، و ئهگهر لیستکێن مهزن چێنهبن، ئهوێ شارهداریا ئاگری تێخن دهستێ خوه. + + +Bi helketa 1ê hezîranê ku wek Roja Cîhanî ya Zarokan tê pîrozkirin, çend rêxistinên sivîl ên taybet bi zarokan bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê, festîvalek di bin navê "Mam Newroz" de li bajarê Hewlêrê li dar xistin. +SB/ Ebdilwehab¤WA0 4888 şiwanî +Xwediyê piroje ya Mam newroz¤WA1 4940 +Di festîvalê ku nûnerên rêxistinan û yên hikûmetê, hunermend û malbatên zarokan beşdar bûn, zarokan gelek çalakiyên wek stran û dîlanan ji kesên amade re pêşkêş kirin. Malbatên zarokan lidarxsitina festîvalên wiha baş dibînin û dixwazin aliyên peywendîdar bêtir girîngiyê bidin zarokan. +SB/ Niştîman Temir¤WA2 4852 +¤WA3 4836 +Ji ber ku 1ê hezîranê Roja Cîhanî ya Zarokane, lewra zarokên ku di festîvalê de beşdar bûn ev roj li hemû zarokên dinyayê pîroz kirin û kêfxweşiya xwe jî bi çalakiyên festîvalê anîn ziman. +SB/ Zarok +SB/Zarok¤WA4 4956 +SB/Zarok +SB/Zarok +Her sal bi boneya vê rojê, çalakî û festîval ji zarokan re tên lidarxistin, lê belê tiştê balkêş di festîvala îsal de ewe ku kesatiya Mam Newroz ê ku di kultûra Kurdan de wek dastanekê hatiye binavkirin, ji nû vet ê vejandin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Duh, Yekşemê 9emîn salvegera kuştina Şêx Maşûq al-Xeznewî ye yê kû jiyana xwe da temenê gotina rastiyê li ser mafê kurdin Rojavayê Kurdistnê, Kurd ên Rojavayê Kurdistnê vê rojê bibîr tînin û wî dibînin wekû şoreşek li dijî diktatûriyetê. +Şêx Mûhemed Maşûq, şêxekî ji malbatek navdare. dîmen û gotinin wî li ser piraniya kolanên Rojava hatine nîvsandin . jiyana xwe da temenê gutina rast li ser mafê kurda li rojavayê kurdsitanê. +Di 25-1-1958 li gundê Mil Marûf jidayk bû. Şêx Maşûq lêkolîner bû di ola Îslamî de û li gelek mizgeftin Qamişli de kar kir wekû xocê mizgeftê û di xwendîgeha xwe ya oldarî de bû diktor ji zanîngeha Pakistanî wergirt. + +Di 1 hizêranê sala 2005 Şêx Maşûq jiyana xwe ji dest da û li goristana Qidor Beg li bajarê Qamişlo hat bin ax kirin û ji wê demêde û heta niha miletê Kurd li Rojavayê Kurdsitnê roja koştina wî bi bîr tînin. + +Agirî (Rûdaw)- Li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên herêmî li Agiriyê, Partiya Aştî û Demokrasiyê serkeftin bi dest xistiye. + +Îro serê sibehê hilbijartinên herêmî li Agiriyê destpêkirin û heta saet 4ê êvarê berdewam kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Agiriyê ragihand ku proseya veqetandin û hejmartina dengan li Agiriyê bi dawî hat û li gor encamên ne fermî BDPê 50.9% û AKPê 45.3% ji dengan bi dest xistine. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku tê çaverêkirin piştî saet 12ê şevê yan jî sibe serê sibehê zû encamên fermî yên hilbijartinan bên ragihandin. + +Berî niha namzedê BDPê yê Agiriyê Sirri Sakik di daxuyaniyekê de serkeftina xwe di hilkbijartinan de ji rojnamevanan re ragihand û got ku ";şaredariya Agirî wê di bin serokatiya BDPê de karên xwe berdewam bike";. + +Piştî ragihandina serkeftinê, endam û alîgirên BDPê li Agiriyê li nav li nav koçe û kolanan şahiyên serkeftinê gerandin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Şeva borî Encûmena Gel a Rojavayê Kurtdistanê(EGRK)û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)li bajarê Kobanî lihev civiyan û çend mijarên girîng gotûbêj kirin. +peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî da zanîn ku civîn li ser daxwaza Encûmena Gel a Rojavayê KurdistanêEGRKêli Herêma Kobanî hatiye lidarxistin. +Li gor peyamnêrê Rûdawê, gelek mijarên siyasî û mirovî di di civîna hevbeş a her du ncûmenan de hatine gotûbêjkirin î li ser 3ê xalan hatiye lihevkirin. +Derbarê xalên ku lihevkirin li ser wan hatiye kirin, peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her du encûmenan li ser lidarxistina du civînên hevbeş di her mehekê de lihev kirin û herwiha li ser wergirtina alîkariyên mirovî ji Hevpeymaniya Opozisyonê di rêya Encûmena NiştimanîENKSêre û pêşkêşkirinanêrîneke hevbeş li hember êrîşên DAÎŞê erê kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du mercdanîn pêş diyarkirina pişka xwe ji wezîrên kabîneya heştemê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Endamekî polîtburoya YNK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku YNK biryar daye ku nabe endamên polîtburoyê bibin weîzr herwiha kesê ku postên wezarî di hikûmeta borî de jî wergirtibin di kabîneya heştem de navê wan nayên diyarkirin da ku bibin wezîr. + +Wî endamê polîtburoya YNK, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin got: ";Nabe endamekî polîtburo wezîr be, ji ber ku serokê taxmê YNK di hikûmetê de, Qubad Talebanî ye û ew ne endamê polîtburoyê ye, nabe ku ferman bide endamekî politburo."; + +Herwiha da znaîn ku diyarkirina navê wezîran di nav YNK de wê karekî nehan be, herwiha di di nav PDK de jî ev kar nehesane û zehmetiyên wê hene. + +Ofîsa rêxistinê ya YNK pêşniyaz kiriye ku wezîrê YNK di hikûmetê de li gor navçeyên cografî bên diyarkirin, lê cîgirê yekem yê sekrteterê YNK, Kosret Resûl Elî rexne li wê pêşniyazê girt berî ku di nava polîtbuoya YNK de bê gotûbêjkirin. + +Li gor hinek çavkaniyên di nava YNK de, heta niha her yek ji Derbaz Kosret Resûl û Ferîd Rwandizî bo postên wezarî yekalî bûne, lê Derbaz Kosret Resûl red kir ku heta niha ti postek hatibe yekalî kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji her sê parlamenterên HDP Perwîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirrî Sureya Onder pêk tê, roja 1 Hezîranê çûn gireva Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re hevdîtin pêk anîn. +Sirrî Sureya Onder ji malparên nîzîkî PKKê re ragihand ku, Ocalan aniye ziman ku ,di demên borî de wî gelek caran bi şanda hikûmetê re hevdîtin pêk aniye, û ragihand ku, di demên bê de, wê pêvajo bi awayekî siyasî berdewam bike. Ji ber wê jî ew dikare bêje kupêvajoya aşitî û çareserîiyê ketiye qonaxeke nû, û wê li ser bingeha program, demên diyar û gavên cidî ve pêş bikeve û demên bê wê gelek pêşketinên nû çê bibin. +Abdula Ocalan gotibû ku, li gor hevdîtinên ku bi şanda hikûmetê re pêka aniye, wê êdî li ser bingeha qanûnî yê pêvajoyê xebat bên kirin, û derbarê gavên demokratîk de, qanûna li dijî terorê û girtiyên nexweş de jî wê geşedanên nû çê bibin. +Ocalan ji hikûmetê xwestiye ku, komîteya çavdêriya pêvajoyê çê bibe, û ew li ber hemê kêşeyên pêvajoyê berpirsiyar be, û ew bawwer dike ku hikûmet jî êdî gihîştiye wê ramanê ku komîteyên wiha pir girîngin. +Derbarê bûyerên ku li Licê û deverên din ên Bakurê Kurdistanê çêdibin de Ocalan anî ziman ku, pêwîste herkes ji tiştên ku rê ji kompoyan û têkdanê re vedike xwe bi dûr bixîne, ji ber ku ku kesên ku dixwazin ev pêvajo bi sernekeve pirin û wê wan bûyeran bikar bînin, pêwîste herdu alî xwe ji wan bûyeran dûrbixin, him dewlet û him jî rêxistinên ciwanan. +Rêberê PKKê dest nîşan kir ku, pêwîste kesê ku bibe berbijêrê hilbijartina serokomariyê, aşitîxwaz û demokratxwaz be û nûnertiya mafên gelê kurd û hemû pêkhatiyên hejar û bindest bike, û divê ji kesatiya serokomar zêdetir li ser çawaniya sîstema serokomariyê bêhtir bê nîqaş bên kirin. +Abdula Ocalan ji bo kesên ku dibêjin tevgera kurdî dixweze Tirkiyê perçe bike re dibêje, bila xelkê Tirkiyê bizanibe ku, temînata perçenebûna Tirkiyê îradeye gelê kurd de, û gelê kurd gelek caran jî ev tişt îsbat kiriye, û derbarê tehdîdên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ji HDPê û BDPê re ku eger wan zarokên ku tevlî PKKê bûne venegerînin ewê derbasî plana ";B"; û ";C"; be got, eger rast ewê planan çê bike, bila li dewsa plana şer pilana çareserî û demokrasiyê pêş bixe. +Cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder da zanîn ku, Ocalan nameya ku rayedarên KCKê ji wî re şandiye, ji wan re xwend û diyar kiriye ku, ewê piştî du hefteyan nameyekê ji KCKê re bişîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Roj bi roj raportên derbarê damezrandina Hizbullaha Sûrî, mîna Hizbullaha libnanî zêdetir dibin û zanyarî û hurgiliyên bêhtir di vê derbarê de li xwe digrin. +Çavdêr û şopînerên rewşa Sûriyê bi giştî û mijara damezrandina Hizbullaha sûrî bi taybetî, pala xwe didin ser daxuyaniyên berpirsên saziyên leşkerî û serkirdeyên berê yên artêşa pasdaran yên Îranê. +Roja 6ê gulana borî, Ajansa Faris a nûçeyan a îranî aşkere kiribû ku fermanderê berê yê Artêşa Pasdaran Hisên Hemadanî di civîna Komîteya rêveber a parêzgeha Hemedanê li naverasta Îranî de ragihandiye ku ew amade ne 130 hezar endamên Basîcê bişînin Sûriyê da ku hizbullaha sûrî damezrînin. +Ev daxuyaniyên berpirsê îranî di heman demê de bûn ku Tora Erebî ya Cîhanî raportek belav kiribû û tê de diyar kiribû ku civîneke nehênî di navbera aliyên têkildarî dosyeya Sûriyê de hatiye lidarxistin û di wê civînê de nûnerên Îranê diyar kirine ku welatê wan amade ye dest ji Beşar el-Esed berde eger berjewendiyên wî li Sûriyê bên parastin. +Li gor Raporta Tora Erebî ya Cîhanî, Nûnerên Îranê di civîna danûstandinan de ragihendine ku eger berjewendiyên Îranê di Sûriyê de bên dabînkirin û Elewiyên Sûriyê di rêya damezrandina partiyeke berxwedêr mîna Hizbullaha libnanî re bên parastin, ewê pêgirî mayina Esed li ser desthilatê ne mînin. +Lêkolerên agahdarî vê projeyê tekez dikin ku navoka vê partiyê wê ji şervanên elewî bin lê paşê wê tevahiya çekdarên şî`î yên ku li kêlek rejîma Sûriyê şer dikin li xwe bigre û raportên medyayî aşkere dikin ku navoka vê hêzê wê 2 hezar çekdarên ku li îranê rahênana leşkerî ya taybet kirine bin. +Çavdêr û şopîner diyar dikin ku eger hat û Hizbullaha sûrî hat damezrandin dê sê erk û rolên wê yên sereke hebin ku parastina elewiyan ji kampaniyên tolvedanê, gerantîkirina rola elewiyan di siberoja Sûriyê de û parastin û berevaniya di ber berjewendî û rola Îranê di Sûriyê de bin. +Piştî derbasbûna 3ê salan di ser şerê navxwe yê Sûriyê de, nexşeya Sûriyê di navbera hêzên leşkerî yên cuda de hatiye dabeşkirin û ji wiha bêhtir rojane pêwendiyên giştî di navbera van hêzan de lawaz dibin û ew hêz li ser bingehên xwecihî tên rêkxistin û herwiha hêzên rejîma Sûriyê jî li gor hin çavdêr û lêkoleran êdî bûne milîsên tayifeger ne ku artêşeke Niştimanî, lewra beşek mezin ji çavdêr û lêkolerên stratecîk dibêjin ku egera yekgirtina Sûriyê ji nû ve pirr zehmet e û ev welat eger ne bi fermî be jî lê weke de facto ne ku wê parçe bibe lê bi rastî parçe bûye û li şûna Cenêv2 êdî behs bûye behsa Hizbullah2 . + +Zaxo (Rûdaw)- Artêşa Tikriyê çend gundekî ser bi qeza Zaxo li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin. +Muxtarê gundê Nizdurê, Tariq Îsmat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Topavêjên artêşa Tikriyê gundên Sîlê, Îkmal û Nizdurê topbaran kirin, heta niha topbarankirin berdewame û 7 top arasteyî geliyê Nizurde hatine kirin."; +Tariq Îsmet da zanîn jî ku ";Bi sedema ku piraniya welatiyên her 3 gundan li derveyî gundê xwe bûn, heta niha ti jiyanek canî ji encama wê toparanê neketiye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser biryara desteya bilind ya hilbijartinê li Tirkiyê, li du bajar û li 14 navendan hilbijartinên şaredariyê li 1ê hezîranê ji nûve hat dubare kirin. +Li gor encamên ne fermî û li gor ku piraniya sindoqan hatin vekirin, li bajarê Yalovayê partiya CHPê di riya berbijêrê xwe Vefa Salman bi ser ket û li Agirî BDPê bi riya berbijêrê xwe Sirrî Sakik serkeftin bi dest xist. +Li bajarê Yalovayê CHPê bi cudahiya 228 dengan şaredarî xist destê xwe, CHPê bi rêjeya ji sedî 47.9ji AKPê ku bi rêjeya 47.6 deng anîne, encamên hilbijartin bi aliyê xwe ve anî. +Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê jî, ku 79 hezar û 500 dengdêr çûn ser 310 sindoqan, BDPê bi rêjeya ji sedî 51 ji rêjeya ji esdî 45 serokatiya şaredariyê ji AKPê stand. +Li navçeya Nûrşîna Bidlîsê jî, BDPê bi riya berbijêrê xweMehmet Emîn Ozkan, bi cudahiyeke mezin şaredariya wê navçeyê ji hevrikê xwe yê AKPê stand. +Sirrî Sakik ku bû serokê şaredariya bajarê Agirî ji çapemeniyê re ragihand ku, yê ku li hilbijartinên şaredariya Agirî û Nûrşînê de bi serketî pêvajoya aşitiyê, û vîna gelê kurd bû. +Perlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku, partiya AKPê li piraniya navendên hilbijartinê de wenda kir, û ev jê tê wê wateyê ku AKPê, di hilbijartinên 30 adarê de, hîle û fêlbazî û sextekarî bikar dianî, lewma ew deng anîbûn, ji ber ku rêjeya dengên wê vê carê gelek li paş bû, û ne mûmkîne ku div ê dema ewqas nîzîk de, ewqas deng wenda bike. +Tan dest nîşan kir ku, tevî ku partiya AKPê li Agirî û Nûrşînê, bi hemû derfetên xwe, yên dewlet û hikûmetê,û pere û desthilatdariya xwe, xist dewrê lê dîsa bi ser neket, berovajî bi rêjeyeke mezin jî bi bin ket, ev diyardeya wê çendê ye, ku AKPê cara berê gelek fêlbazî û sextekarî kiribû, û ewqas dengên berê jî bi fen û fîtan bi dest xwe ve anîbû. + +میهسهر حهجی سالح قایمقامێ شنگال +ئینترۆ : وهلاتیێن شنگال رهخنهیان ل كارگێریا خۆ دگرن كه ب ههر شێوهیهكی دانوستاندن وپهیوهندیێن وان ب وهلاتیان را نینن و ب تنێ ل ژۆرێن خوهدا پیشوازیێ ل خهلكێدكهن وئهوان ب گهندهلیێ تۆمهتباردكهن ، ل بهرامبهر دا قایمقامێ شنگال دیاردكه كه هێزێن سیاسی پشتگیریا ئهوان بهرپرسێن نه چالاك دكهن ودده زانین كه كهسێن ژ وان ب شیانتر ههبوون ژبۆ وان پۆستان +دناڤ وان كاندیدان یێن ل ههلبژاردنێن پێش ههیفهكێ بهرپرسێن كارگێری ژی ههبوون ل شنگال ، كه دهه سالان سهروهریا هندهك دهڤهرێن شنگال دكهن وپتر ژ دووسهد دهنگی نهئانی بوون ل وان دهڤهرێن ئهو لێ بهرپرس ... وهلاتیێن شنگال ژ كارگێریا دهڤهرا خوه نهرازینه و چهند جۆرێن گازندان ژ وان ههینه سهبارهت سیاسهتا وان دكارده . +خێرۆ سهعدۆ وهلاتی " ئهز ژ كارگێریا خوه نهرازیمه ژبهر نه ئهنجومهن ونه رێڤهبهرێ ناحیێ ئهم داخوازنهكرینه ورۆهنكرن ل سهر ههر تشتهكی نهدیینه " . +ئیسماعیل رهمبوسی راگههاندنكار " بهرپرسێن خهلكێ ل سهر كێموگاسیێن وهلاتیان دسهكنن بێ بهرپرسێن مه تا ب كۆمبوونا دگهل وهلاتیان دروستناكهن وچ پهیوهندی ب وهلاتیان را نینن " . +ئهحمهد سهعید : چالاكڤانهكی سڤیل " نه ههر تشتێ وهلاتی دبێژن راسته لێ كارگێری ژ ژۆرێن خوه یێن تاری دهرناكهڤێ وتا نوهه هندهك رهنگێن فایلان قهدهخهینه ول شنگال كهس وكارێن وان بهلێندهرن وسهت قات ل مهعاش ونهسریا خۆ پارا وهردگرن " . +قایمقامێ شنگال كه ئێك ژ رهخنهلێكرییا یه وه دیاردكه كه كهسێن ژوان باشتر بۆ پۆستێن كارگێری ههینه وهێزهكا سیاسی پشتگیریا ئهوان بهرپرسێن گۆمانلیكری دكه وئهو نكارێ كۆنترۆلا ئهوان بكه +میهسهر حهجی سالح قایمقامێ شنگال " هندهك رێڤهبهرێن ناحیا ههینه دهوامێ ناكهن وئهو نه ل بن دهستێ مهدهنه وتاسیرا سیاسیا ژی ل سهر مهههیه وهوون زانن ئهو چاوا هاتنیه دهستنیشانكرن وئهم زان نكو كهسێن باشتر ژ مه بۆ ئهڤان پۆستان ههبوون " . +وهلاتی وكارگێری ژی ل سهر هێلا راستیان را دمهشن وئیدی رهخنهیان ب سینگ فرههی دكن و وهردگرن ژی ورهخنهلخوهگرتن ژی دبن چ ستاران دا ناهێته ڤهشارتن +ستاندئاپ + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Yûsif Mihemed ji bona nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji Amerîka kir. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Yûsif Mihemed, îro pêşwaziya nivîskarê navdarê Amerîkî yê bi navê Tomas Ferîdman kir. + +Di hevdîtinê de li ser nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê hat axaftin. Yûsif Mihemed, got, em dixwazin destûrekî wisa binivîsin ku Kurdistanê ji qonaxekî derbasî qonaxekî din bike. + +Tomas Ferîdman jî got, ez li Kurdistanê îradeyek bihêz ji bona guhertinê dibînim û ev îrade dê di nav çend salên bê de xwe di hemû warên jiyanê de, siyasî, parlemanî, aborî û avakirinê de nîşan bide. + +Her wiha hat gotin ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê bi Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Josef Penîngton re rûniştiye. + +Di civînê de serokê parlamentoyê ji Amerîka daxwaz kiriye ku di nivîsandina destûrê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike. + +Dihok (Rûdaw) - Di nava pênc mehên borî de li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, 57 jin bi tohmetên cuda cuda hatin girtin ku 3 ji wan jinan bi îdamê hatin mehkûmkirin. +Li gor amara rêveberiya çaksaziya jin û zarokan li Dihokê, di nava pênc mehên borî de, li Dihokê 57 jin bi tohmetên cuda cuda hatine girtin. +Du ji wan jinên ku hewî bûn, ligel mêrê wan bi tohmeta kuştina du zarokan li qezaya Zaxo hatin girtin, piştî dadgehkirinê, ew jin bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. +Rêveberê çaksaziya jin û zarokan li Dihokê Zekî Salih, ji Rûdawê re qala girtina wan jinan kir û got: ";Di nava 5 mehên borî de 57 jin hatin girtin. Kêşeya hinek ji wan juinan xilas bûye û hatine azadkirin. Vêga 24 jin di zindana çaksaziya jinan de girtî ne."; +Derbarê dosya wan 24 jinan jî, Zekî Salih got: ";Ji wan 24 jinan, 12 ji wan hatine ragirtin û heta vêga dosyên wan li dadgehê beralî nebûne. Herweha 12ên din jî hatine dadgehkirin, sizayên cuda cuda derheqê wan derketine ku, sê ji wan jinên ku hatine mehkûmkirin, li gor madeya 406 a yasaya sizayan a Iraqê, bi sizayê îdamê hatine mehkûmkirin."; +Tevî ku ew hersê jin û gelek jin û mêrên din jî hene ku bi sizayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, lê ev siza derheqê wan nayê bicihkirin, çiku ji sala 2008an û vir ve cîbicîkirina wê sizayê di pratîkê de hatiye rawestandin tevî ku dadgeh hêj wê yasayê bi kar tînin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ragihand, gemiya ku nefta Kurdistanê tê de bû derbasî ";cihê xwe"; bûye û got, emê li ser hinartina petrolê berdewam bin. +Sefîn Dizeyî, ji Rûdawê re got, gemiya ku nefta Kurdistanê tê de bû gihîştiye cihê xwe û ragihand, hinartina nefta Kurdistanê dê bidome. + +Ajansa Reutersê, roja 30ê Gulana îsal ragihandibû, gemiya bi navê ";United Leader Sheep"; ku nefta Kurdistanê bar kiribû, destpêkê ber bi kenarên Amerîka ve ketibû rê lê paşê rêya xwe guhert ku ev jî ";nîşan dide kiryarê barê gemiyê tine";. +Dizeyî, her wiha li ser gefên Bexda yên li dijî Herêma Kurdistanê got, em rijd in li ser hinartina neftê û diyar kir, ew nefta ku tê hinartin bi nirxa roj a cîhanî tê firotin. +Firotina nefta Kurdistanê di bazarên cîhanê de roja 22ê Gulana îsal dest pêkir. Yekemîn barê nefta Kurdistanê yek milyon bermîl bû ku bi gemiya United Leader Sheep hatibû şandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî daxwaz kiriye, di posta xwe de bimîne. + +Endamê Serokatiya YNKê Ferîd Eseserd, ji Rûdawê re got, YNK dê piştî ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pêk hat, dê du tiştan zelal bike; yek jê namzedê posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ya din jî posta serokomariya Iraqê ye. + +Ji aliyekî din, li gorî agahiyên Rûdawê, Kosret Resûl Elî ku niha cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê ye, pêşniyar kiriye dest ji erka xwe berde û ji YNKê xwestiye, kesekî din li şûna wî bê danîn. + +Lê di civîna dawî ya Barzanî û Kosret Resûl de, Barzanî ji wî xwestiye ku di cihê xwe de bimîne û dest ji erka xwe bernede. + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî ENKSê dibêje, heger her du encumenan (ENKS û EGRK) biryara baykotkirina hilbijartinên Sûriyê dernexistiba jî ewê gelê kurd deng nedin. +Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS) Fuad Elîko, ji Rûdawê re got ku, ew di wê baweriyê de ye heger her du encumenên kurdî helwesta baykotkirina hilbijartinên serokatiya Sûriyê nedaba, ewê gelê kurd ji hêla xwe ve hilbijartin baykot kiriba. +Elîko tekez ku, berî niha jî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê hemî hilbijartinên rêjîmê baykot dikir, û bi taybet di sala 2007an de, dema ku hilbijartinên serokatiyê hatin encamdan, ji sedî 80 ji gelê kurd neçûn ser sindoqan, û ewê ku deng dan karmend bûn û bi zorê û neçarî dengên xwe dan. +Elîko anî ziman ku piştî bêtirî 3 salan ji şer û kuştinê li Sûryê, encamdana van hilbijartinan cihê dilgiraniyê ye, û çûna ser sindoqan gellekî bi gelê kurd giran e, herwiha helwesta her du encumenan bi baykotkirina hilbijartinan bi erênî nirxand û got, ev helwest nêzîkiyekê di navbera her du encumenan de çêdike. + +Wî endamê ENKSê, ku bi xwe endamê polîtburoya Partya Yekîtî Kurd li Sûryê ye , derbarê nûçeyên ku hinek malperên ser bi PYDê ve li dijî partiya wî û hinek partiyên din di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de belav kiribûn, got ku, ew nûçe derew in, û heger ne PYD lê istixbaratên hemî cîhanê karibin dêkomêntekê yan jî nîşanekê pêşkêş bikin ku serkirdeyê partiya Yekîtî digel serkirdeyên rêjîmê civiyane bila derxînin, yan na ev nûçeyên wiha xwediyê xwe li cem gelê kurd bênirx dike. +Hilbijartinên serokatiya Sûriyê dê sibê (3ê Hezîranê) were lidarxistin. + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama lihevketina 2 motorsîklêtan de 3 kes mirin. +Li bajarê Serpol Zehabê yê girêdayî Kirmaşanê, duh danê êvarê du motorsîklêt li taxa Zêrîncovê li hev ketin. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de ew 3 kesên ku li ser her du motorsîklêtan bûn, can dan. +Berpirsê polîsê Serpol Zehabê got, bûyer han ji ber lezatiya zêde û bikarnehanîna kumê ewlehiyê ji aliyê şofêrên motorsîklêtan çêbûye. +Li gorî amarên fermî, di meha borî de herî kêm hezar û 117 bûyerên tirafîkê yên motorsîklêtan li Îranê qewimiye ku di encamê de nêzîkî 1500 kes birîndar bûne û herî kêm 7 kes jî mirine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax diyar kir ku fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Sulêymanî dijî kurdan nîne û got, Sulêymanî gellekî dostê kurdan e. Debax her wiha ragihand, heta niha Îranê biryara dawî nedaye ka dê Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê yan na. +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Debax, beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û li ser kar û bernameyên nûnertiya hikûmetê ya li Tehranê got, ew avahiya ku nûnertiya hikûmetê tê de ye li ser navê min e nek hikûmeta Herêma Kurdistanê. +Nazim Debax, derbarê vê yekê de ku gelo hikûmeta Iraqê wê nûneratiyê qebûl dike yan na, got, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys serdana me kiriye ev jî tê wateya qebûlkirina wê lê heta niha Hoşyar Zêbarî wek Wezîrê Derve yê Iraqê serdana me nekiriye. +Nûnerê hikûmeta Kurdistanê behsa fermandeyê hêza Quds a Îranê ku girêdayî Artêşa Pasdaran e, Qasim Sulêymanî jî kir û got, kesekî wisa ye ku ji pasdarekî sade xwe gihandiye pileya niha û her dem dostê kurdan bûye. +Nazim Debax, her wiha anî ziman ku herî Qasim Sulêymanî di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de hatiye Hewlêrê. + +Derbarê civîneka navbera Qasim Sulêymanî û kesekî yekemî partiyeke îslamî ya Başûrê Kurdistanê jî, ku tê gotin li nav balafirê û li balafirgeha Hewlêrê hev dîtibûn, Debax got, ev bûyer bi awayekî sudfe çêbûye. +Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di navbera wan û hikûmeta Îranê namekariya fermî jî heye û got, mînak, dema forma xerê elektirîkê ji me re tê li ser dinivîsin, ji nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. +Qasim Sulêymanî, wek dîzaynerê siyaseta Îranê li Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Sûriyê tê zanîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku îro serê sibehê destpêkirin, wê îro xwepêşandan li 2 bajarên Rojavayê Kurdistanê derkevin. + +Xwepêşandana yekem wê îro saet 11ê berî nîvro li bajarê Qamişlo li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanan li pêşiya mizgefat Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês a derkeve. + +Herwiha Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ku yek ji pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, wê îro li bajarê Qamişlo û Dêrikê xwepêşadanan li dar bixe. + +Li gor daxuyaniya TCKê, xwepêşandana li Dêrikê wê saet 10.30 sibehê li cadeya sereke ya bajêr were lidarxistin. Xwepêşandana Qamişlo jî wê saet 5ê êvarê li cadeya Munîr Hebîb li taxa Xerbiyê derkeve. + +Ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê û li gor daxuyaniya parêzgarê Hesekê, 441 sindoq li her du bajarên Qamişlo û Hesekê hatine danîn. Lê belê partiyên Kurdî tevlî van hilbijartinan nabin. + +ENKSê biryar daye ku van hilbijartinan boykot bike û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, gotiye ku ti şeriyeta van hilbijartinan tine ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso ragihand ku wan biryar da hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku îro sibehê destpêkirin, boykot bikin. Hêzên asayişê li Qamişlo jî dibêjin wan dest danîne ser çend sindoqên dengdanê. + +Ekrem Hiso ku berî niha ji televizyoneke nêzîkê hikûmeta Sûriyê re gotibû ku ew rê li ber hilbijartinan nagirin, vê carê ji malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku wan biryar daye van hilbijartinan boykot bikin. + +Serokê desteya cibicîkar a kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û çend hevalbendên wê ve hatiye avakirin, daxwaz ji xelkê Cizîrê kir ku tevlî hilbijartinên îro nebin. + +Li aliyê din, asayişa Qamişlo ku bi ser PYDê ve tên naskirin, got ku hêzên li bajarê Qamişlo dest danîn ser çend sindoqên dengdanê. + +Asayişê wêneyên sinodqên ku dest danîne ser, li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kirine û dibêje ";ew sindoq bi dizî ve ji aliyê alîgirên Esed ve li çend taxên bajêr hatine danîn";, lê asayişê navê wan taxan aşkere nekiriye. + +Li gor daxuyaniyên parêzgarê Hesekê, 441 sindoqên dengdanê li her du bajarên Hesekê û Qamişlo hatin danîn. + + + +Qamişlo-Amûdê (Rûdaw)- Li her du bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandana li dijî hilbijartinan, îro saet 11 li ber mzigefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês destpêkir. + +Di xwepêşandanê de ku zêdetirî 200 kesan beşdar in û di nav de çend sekirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî hene, druşm û siloganên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê hatin avêtin. + +Xwepêşandana Qamişlo li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanên Kurd e. + +Herwiha li bajarê Amûdê jî, li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkir û tê de bi dehan kes beşdar in. + +Xwepêşanderên Amûdê pankartên wek ";na ji bo hilbijartinên xwînê";, ";Amûdê wê wefadarê xwîna şehîdan be"; û ";beşdariya di hilbijartinan de wê hênceta berdewamiya kuştinê bixe destê kujer de"; hatine bilindkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor rojnameya Yenî Şefaq a Tirkiyê ku nêzîkî hikûmetê ye, piştî ku ew zarokên tevlî PKKê bûne û malbatên wan li Amedê çalakiyan li dar dixin ji bo vegerin malên xwe, wê hikûmeta Tirkiyê bihêle ku endamên Rêxistina Civaka sivîl (STK) biçin Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. + +Hat ragihandin ku wê di demeke nêzîk de jî komîteya çavdêrên pêvajoya aştiyê wek Ocalan û cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay gotiye, bê avakirin da ku bikaribe kêşeyên her du aliyên pêvajoyê di pêkanîna pêdiviyên wê de çareser bike. + +Herwiha li gor heman rojnameyê, nexşerêya pêpvajoyê wê li ser 18 mehan bê belavkirinû pêwîste him hikûmeta AKPê û him jî HDP-KCKê erkên dikeve ser milê wan gav bi gav li gor wê nexşerêyê pêk bînin. + +Li aliyekî din wê endamên komîteya çavdêrên pêvajoyê ji kesên aqilmend pêk were, lê wê ne li gor hejmara desteya aqilmandan be ya ku Erdogan damezrandibû, wê hejmarên wan ji yê berê kêmtir be. + +Her li gor hema rojnameya tirkî, pêwîste PKKê wan zarokan vegerînin malên wan û çalakiyên rê girtinê û yên tund li dijî dewletê dev jê berdin, Rêxistina MÎTa Tirkiyê di rêya têkiliyên xwe bi Îmraliyê re û yên HDPê bi Qendîlê re wê di hevkariyê de bin da ku pirsgirêkên derdikevin bên çareser kirin. + +Rojnameya tirkî dibêje ku pêkanîna van gavên nexşeyrêya pêvajoyê li benda erêkirina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan rawestiya ye. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ji medyaya tirkî re ragihand ku eger ew zarokên ku PKKê tevlî xwe kirine venegerin mal û malbatên xwe, wê Erdogan di civîna artiya AKPê li Parlamentoya Tirkiyê de agahiyan derbarê tehdîdên xwe bi pêkanîna plana xwe ya B û C de aşkere bike. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li her sê bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku îro sibehê destpêkirin derketin, her sê xwepêşandan jî bê astengî derbas bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandana Qamişlo îro saet 11 li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês li rojhilatê Qamişlo destpêkir û bê ti astengî bi dawî hat. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de ku li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanan bû, zêdetirî 200 kesan beşdar bûn û siloganên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê avêtin. + +Li bajarê Amûdê jî îro berî nîvro xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin û tê de bi heman awayî durşm li dijî hilbijartinan hatin bilindkirin. + +Herwiha li bajarê Dêrikî jî û li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) îro saet 10.30 xwepêşandanek ji bo heman mebestê hat lidarxistin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medyaya Tirkiyê, şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku roja 1ê hezîranê hevdîtin bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîbû, ragihandiye ku Ocalan gotiye ku ew ciwanên temen biçûk ku tevlî PKKê bûne pêwîste çek ji wan re neyê dayîn û wan dûrî herêmên metirsîdar bixin. + +Ocalan diyar kir ku pêwîste malbatên wan zarokan biçin çiyayê Qendîlê û zarokên xwe bibînin û ew kesên ku tevlî PKKê bûne û dixwazin bi malbatên xwe re vegerin, wan vegerînin malên wan. + +Herwiha Ocalan ji şanda HDPê re aniye ziman ku pêwîste ew çalakiyên rêgirtinê li deverên wek Licê ya Amedê û cihên din li Bakurê Kurdistanê bên rawestandin û rê nedin pevçûn û komployan. + +Ocalan wê herwiha derbarê van mijaran de nameyekê ji rayedarên KCKê re bişîne. + +Li ser mijarên pêvajoya aştiyê, Ocalan dabû zanîn ku hikûmeta Tirkiyê wê paketeke qanûnên derbarê pêvajoyê de amade bike û wê êdî gavên pêvajoya aştî û çareseriyê yek li hemebr yekê bên avêtin, hikûmetê gavekî bavêje û li hember wê ewê jî gavekê bavêjin. + +Ocakan diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê wê herwiha qanûna li dijî terorê ji nû ve bixe tevgerê û hêdî hêdî qanûnên ku rê bide yên li çiya vegerin mal derbikevin û berî wan pêwîste hikûmet girtiyên nexweş berdin û rê li pêşiya berdana girtiyên siyasî vebike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ev zêdetirî 2 heftiyane gihiştiye Almanya û heta niha nikariye ligel rayedarên wî welatî bicive. + +Şanda rêveberiya kantona Cizîrê ku ji serokê desteya têkiliyên derve Salih Gedo û berdevkê komîteya karûbarên siyasî ya encûmena yasadanînê Ebilkerîm Omer pêk tê, roja 16ê gulanê gihişte balafirgeha Dusseldorfê û pişt re li çend welatên Ewropayê geriya. + +Tevî ku ew şande ev zêdetirî 2 heftiyane li Ewropayê û piraniya dema xwe li Almanyayê derbas kiriye, lê heta niha ti rayedaremî Almanya ligel wan ne civiya ye. + +Derbarê vê yekê, nûnerê Şepêla Paşerojê ya Kurd li Almanya Siyamend Haco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";rayedarên hikûmeta Almanya civîna ligel şanda kantonên Cizîrê red kirine û gotine ew ligel wan narûnin";. + +Li ser sedema vê biryara hikûmeta Almanya, Siyamend Haco ku partiya wî yek ji pêkhateyên Hevpeymaniya Nitşimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, got ku hikûmeta Almanya ji şandeyê re gotiye ku ";Almanya hevpeymaniya opozîsyonê wek nûnerê rewa yê opozîsyona Sûriyê qebûl dikin û eger ew hevdîtina ligel şanda kantona Cizîrê qebûl nakin, wê demê wê hevdîtin pêk were";. + +Salih Gedo ku yek endamên şanda kantona Cizîrê ye derbarê veê yekê dilgiraniya xwe anî ziman û ji Rûdawê re ragihand ku şanda wan piştî gihişte Almanya daxwaz hevdîtinê ji wezareta derve ya wî welatî kir. + +Bi gotina Gedo, ";heta niha wezareta derve ya Almanya ti bersiv nedaye wan";. + +Salih Gedo tekîd dike ku ";wezareta derbarê ya Almanya derbarê vê daxwazê de ji şanda kantona Cizîrê re ne gotiye erê û ne jî na";, lê wî got ku ew bi gelek alî û partiyên Almanyayê re rûniştine û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine. + +Rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin û tê de çend partiyên Kurd, Ereb û Suryan beşdar in, heta vê gavê ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û herwiha aliyên sereke yên opozîsyona Sûriyê ve nehatiye qebûlkirin. + + +Stenbol (Rûdaw)- Hemwelatiyên Ewropa ji bo nûnerên xwe hilbijêrin hefteya borî çûne ser sindoqan. + +Li gor encamên derketine holê li temamê Ewropayê fikrên rast ên radîkal hatine hilbijartin. Ev encam bi taybetî ji hêla penaber û welatên têkiliya wan bi Yekîtiya Ewropa re hene bi baldarî tê şopandin. + +Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê her 5 salan carekê pêk tê. Ji ber ku Parlamentoya Ewropayê nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya siyasî dike ev hilbijartin jî cihekî girîng digire. + +Dengderên vê hilbijartinê de bêhtir deng dane partiyên rast ên radîkal. + +Pisporê Yekîtiya Ewropa Can Baydarol hilbijartina Parlamontoya Ewropa, encamên wê û li gor van encaman têkiliya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa ji bo Rudawê nirxand. + +Can Baydarol got ";Divê em ji du hêlan li van hilbijartinan binêrin. Yek jê em dibînin ku beşdarbûn gelekî kêm e. Li temamê Ewropa beşdarbûn ji 42-43% ye. Ev jî dide xuyakirin ku ji bo kesên li Ewropa dijîn ev hilbijartin ne zêde cidiye. Ev parlamento ji bo van kesan ti demê nebûye parlamentoyek neteweyî. Biryargirtin di destê Konseya wezîran de ye. Ew jî di bin bandora hikûmetan de ne";. + +Can Baydarol serkeftina partiyên rast ên radîkal weke berteka hemwelatiyên Ewropa ya li hember krîza aborî ya Ewropa dinirxîne û dibêje ";Piştî krîza 2008an hemwelatiyên Ewropayê li hember Yekîtiya Ewropa bertek nîşan dan. Li gor wan ew ji ber biyaniyan karên xwe winda dikin, hikûmetên wan ên neteweyî ji ber Yekîtiya Ewropa reforman çê nake. Ev jî dihêle ku fikrên rast ên radîkal derkevin pêş. Ev bi xwe tê wateya ku di demeke kurt de bingehê siyaseteke nû û dahatûyeke nû ya Yekîtiya Ewropa tê avêtin";. + +Weke dewlet û derdorên siyasî yên cîhanê li Tirkiyê jî ev hilbijartin bi baldarî hate şopandin. Gelo ev encam di têkiliya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de guhertineke çawa derxe holê? + +Can Baydarol derbarê vê yekê de wiha axifî: ";Ez bawer nakim ku têkiliya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê biguhere. Ji ber ku têkiliya di nava wan de niha sekiniye. Muzakere di 2005an de destpêkirin. Di demeke nêzîk de ji bo Tirkiyê endamtiya tam xuya nake. Di vir de pirsa gelo kiyê bibe serokê Komîsyona Ewropa bêhtir girîngê. Ji ber ku bandora serokê vê komîsyonê ji ya parlamontoyê bêhtir e di têkiliya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de gotina serokê komîsyonê jî bêhtir girîng be";. + +Parlamento heta niha ji 27 dewletên endamên Yekîtiya Ewropa 736 nûneran di nava xwe de dihewîne. Lê piştî hilbijartina 2014an ev hijmar dê bibe 751. + +ئهڤ قهرهبالغیه یا جادا نیڤ دهولهتیا ئیبراهیم خهلیله، ژبهر بهرتهنگیا رێكێ چهندین كول و چال لێ پهیدابووینه، ههرچهند شوڤێر ههوڵ ددن خوه ژێ خلاس بكن لێ بێ مفایه. +لێدوانا ئیسماعیل كوچهر¤WA0 4864 ، شوڤێر¤WA1 4784 +((شارع گهلهك نهخوهشه، ههمی تهسهنه، ڤان شارعا بوومه چێ كن بهس،، ئهو شهریكا دنهڤێ تهعاهدهكێ چێ كن لسهروێ شهریكێ چێ كن، شهش ههیڤا چوار ههیڤا ، زێدهتر ئهو شهریكه زێدهتر بكێشت، و نه مقاول ژی بڤروشیته مقاولی ئهڤه ژی خهلهته مقاول لمالا خوه رینشتیه خوار ددت ئێكێ وهكی من)) +ئهڤه ددهمهكێدایه رووژانه ژمارهكا زورا ئوتومبێلێن بار ههلگرو گهشتیارو خهلكێ دهڤهرێ لسهر ئهڤێ رێكێ هاتن و چوونێ دكن. +لێدوانا شوڤێرێكێ خهلكی سلێمانی...¤WA2 4784 +((الحمدلله ئهو گومركه رووژانهو ئێمه سهیارهیهكی زور ئهبینن، دێته ناوهوه، ئهگهر ئهو پارهیهبابڵێنربعێكی بو ئهم جادهیه سهرف كهن یان بوو زاخۆ سهرف كهن، بهراستی خهلكی زاخۆ موستهحهقه، چونهكه تهزهخومێكی زوری لهسهره، من خوم لهسلێمانییه وه هاتووم كاری بارههلگر بكهین خهلكی ئێره زور نامرتاحه لهسهر ئهم جادهیه)) +بوماوێ پتری سالهكێیه ببهایێ 450$ دیزاینهك مودێرن یادهێته دانان، لێ هێشتا ئهو دیزاین بدوماهیك نههاتییه. +لێدوانا وهلات سهعدی¤WA3 4848 ، جێگرێ سهروكێ شارهوانیا زاخۆ ¤WA4 4976 بو كاروبارێن تهكنیكی... +((كومپانییهكێ دهست ب دیزاینێ كر، بو داهاتی، نێزیكی 12كم بو ڤێ جادێ هاتییه دیزاین كرنێ، بشێوێ ئوتوبان و مدێرن، فرههیا 60 مێترا، ئهڤ كومپانییه ژمێژه دهست پێكری، یا گههشتی قوناغێن دوماهیێ)) +زێدهباری ڤێ یهكێ ئهڤێ جاددێ كارتێكرن ل روویێ شارستانیێ باژێری كرییه، ژبهركو پێنگاڤهكا دهستپێكییه بوو هاتنا گهشتیاران، بو ناڤ ئاخا ههرێما كوردستانێدا + + +Kobanî (Rûdaw)- Hemwelatiyên bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji nebûna sûtemenyê û berdewamya dorpêçkirina bajêr dilgiranin. +Ji ber dorpêçkirina herêma Kobanî li Rojavaê Kurdistanê ji aliyê hêzên îslamî yên radîkal ve, evbû demeke ku sûtemeneya hikûmeta Sûriyê ji ser Kobanî qut bûye. +Wekîçareyekê ji bo peydakirina sûtemeniyê, gelek dezgehên palawgehên petrolê çêbûn û mazot û benzîn û kazê berhem tînin. +Di van rojên dawiyêde, rêxistina radîkal ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) astengiyan çê dike, ta ku petrola xav neghe Kobanî, lewma niha ew palawgeh rawestane û carek din pirsgirêka nebûna sûtemeniyê ketiye hole de. + +Duhok (Rûdaw)- Behzad Silêman Sivo yê 39 salî bû serokê Qewalan ê Êzdiyan. + +Behzad piştî 40 rojî ji koça dawî ya bavê xwe yê ku 72 salan serokê Coqeta Qewalan bû, di rêwresmekê de li Lalilşê wek serokê Qewalan hat destnîşankirin. + +Di rêwresmê de oldar û kesatiyên Misliman, Xristyan û Êzdî beşdar bûn û derbarê nasname û têkiliyên xwe de peyamên xwe ragihandin. + +Di ola Êzdî de, divê serokê Qewalan di gotina hemû qewl û beytan û rêya êzdîtiyê de şareza be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, tevî nakokiyên siyasî yên ku di navbera wan de hene, lê belê ew di pirsa hilbijartinên serokatiya Sûriyê de yek helwest bûn û ew hilbijartin boykot kirin. Li çend navçeyên Kurdan jî xwepêşandan li dijî van hilbijartinan derketin. +Rêveberiya xweseriya Demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, di daxuyaniyên xwe yê derbarê hilbijartinan de her tim tekîd dikir ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê ti şeriyeta wan tine ye. +Rêveberiya xweseriyê ku heta îro sibehê bi aşkere ne digot ewê van hilbijartinan boykot bike, îro li ser zarê serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso biryara boykotkirinê ragihand û xwest di van hilbijartinên ku sindoqên wan bi tenê li Qamişlo û Hesekê hatin danîn, ti kes dengê xwe bi kar neyêne. +Wek rengvedana vê biryarê jî, asayişa Qamişlo ku bi ser PYDê ve tên naskirin, ragihand ku hêzên wan li bajarê Qamişlo û Hesekê dest danîn ser çend sindoqên dengdanê ku ";bi dizî ve ji aliyê alîgirên Esed ve li çend taxên bajêr hatibûn danîn";, lê asayişê navê wan taxan aşkere nekiri. +Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku yek ji pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê biryar da hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike. +Lê tevî vê biryara boykotkirinê, serkirdeyên wê encûmna ku ji çend partî, rêxistinên ciwan û kesatiyên serbixwe pêk tê, tevlî wan xwepêşadanan nebûn ku li bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê derketin. +Li her du herêmên Efrîn û Kobanî jî, ti sindoqên dengdanê nehatin danîn, lê belê li gor ku çavkaniyên herêmî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandine, hikûmeta Sûriyê mûçe nedaye fermanberan û ji wan re gotiye ku ew mûçeyê nade eger neçin ser sindoqan. +Hat zanîn ku li herêma Cizîrê jî form li ser fermanberan hat belavkirin ji bo ku navê her kesê di malbata xwe de ku mafê wan ê dengdanê heye, di wê formê de binivîsin. +Di van hilbijartinan de û wek wezareta navxwe ya Sûriyê ragihandiye, mafê zêdetirî 15 milyon kes li hundir Sûriyê heye dengê xwe bi kar bîne. +Lê her kesê ku bi awayekî ne qanûnî ji Sûriyê derketibe, mafê wî yê dengdanê tine ye, wate penaberên Sûriyê li derve ku hejmara wan 2 milyon û 500 hezar kes derbas kiriye, eger bixwestane jî nikarîbûn deng bidin, lê wan bi çalakiyên xwe nêrîna xwe derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyeya wêran ku rojane bi dehan kes tê de tên kuştin, anîn ziman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna partiya AKPê li Parlamentoya Tirkiyê de ragihand ku pêwîste HDP û BDPê pirsgirêkê wan malbatên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne çareser bikin û ew heta niha jî li benda wanin ku bi xwe wê kêşeyê çareser bikin, yan jî ewê bi şêweyên xwe çareser bikin. + +Erdogan li ser wan kesên ku rêyan qut dikin, got ku ew ";çete û eşqiya ne"; û ewê bi du şêweyan dawî li wan çalakiyan bînin, ya yekem di rêya parlamenteran û ya duyem jî di rêya hêzên ewlekariyê li herêmê re. + +Serokê Partiya Nijadperest MHPê Devlet Baçelî jî di civîna partiya xwe de diyar kir ku ";Erdogan tirsoneke, eger namûsa wî hebe, bila derfetên dewletê bi kar bîne û wan zarokên ku PKKê birine vegerîne, plana B û C ku behsê dike jî valaye û ewqas çalakî û rê girtin dibin û heta niha Erdogan li hember wan bê deng rawestiyaye";. + +Hevserokê partiya HDPê Ertugrul Kurukçû jî di civîna partiya xwe di parlamentoyê de got ";Eger Erdogan dixwaze wan zarokên ku mal û herêmên xwe berdan û çûne wê aliyê sînor, vegerin malên xwe, bila pêdiviyên pêvajoya aştiyê pêk bîne û ew bêdadiya ku di navbera herêmên Kurdan û Tirkan de heye ji holê rake û bila baş bizanibe ku HDPê ne saziya ku ciwanan derbixîne çiya ye û ne karê wane ku li zarokan bigerin û wan vegerînin malên wan, tevî ku em bi hestên wan dayikan dihese jî, lê pêwîste çareseriyek mayînde ji van pirsgirêkan re çêbibe";. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş li Stenbolê ji medyayê re ragihand ku berî sal û nîvekê Erdogan digot bila yên li çiya vegerin mal û şer rawest û siyaset biaxife û ji dema ku ev pêvajoya aştiyê destpêkiriye , hikûmeta AKPê li Kurdistanê dixwaze 163 qereqolan ava bike, eger rast ew aştiyê dixwaze çima wan qereqolan li rojavayê Tirkiyê ava nake, tenê li Kurdistanê ava dike, eger rast aştî çêbûbûya pêwîst bû niha yên li çiya daketana malên xwe ne berovajî yên li mal biçûna çiya. + +Demîrtaş li ser wan çalakiyên rê qutkirinê jî anî ziman ku pêwîste her kes bi vê rengî pirsê bike, dewlet çima ewqas qereqolan li Kurdistanê ava dike?, wê demê ewê fêm bikin ku ciwan çima çalakiyan li dijî çêkirina wan qereqolan li dar dixin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir, ragihand ku civîna sibê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî digel endamên parlamentoyê dê bi awayekî zindî were pexşkirin. + +Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir ji Rûdawê re got, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û wezîrên Çavkaniyên Sirûştî, Darayî û Aborî û Pilandanînê dê sibê tevlî civîna parlamentoyê bibin. + +Fexredîn Qadir, da zanîn, civîna sibê ya parlamentoyê civîna fermî nîne lê Nêçîrvan Barzanî û wezîrên pê re dê bi endamên serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyonan her wiha lêjneyên Darayî û Aborî û Çavkaniyên Sirûştî re rûnên û dê bersiva pirsên berê yên parlamenteran bidin. + +Qadir her wiha got, serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê jî daxuyaniyê bide parlamentoyê. + +Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, anî ziman ku civîna sibê ya parlamentoyê dê vekirî be û dê bi awayekî zindî were pexşkirin û rojnamevan jî dikarin romala civînê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) navê wezîrên xwe bo kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirine û daxwaz ji aliyên din dike ku ew jî navên wezîrên xwe diyar bikin. Endamê polîtburoya PDKê, Mehmûd Mihemed jî da zanîn ku ";Bo posta cîgirê serokê parlamentoyê em li benda bersiva YNKê ne."; +Endamê polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Di civîna dawî de ligel aliyên siyasî yên beşdarî hikûmetê bûne, daxwaz ji hemû aliyan hat kirin ku bi zûtirîn dem kandîdên xwe ji bo postên ku li ber para wan ketine, diyar bikin."; +Roja 20ê Gulana îsal, her yek ji Nêçîrvan Barzanî bo posta serokwezîr û Qubad Talebanî bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê hatin diyarkirin û spartin bo pêkanîna hikûmetê. +Mihemed di vê bare de got: ";Demeke zêde nemaye û pêwsîte di zûtirîn dem de kabîne bê pêkanîn, da piştre kar li ser karnameya hikûmetê bê kirin."; +PDK wek serkeftiyê yekem di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku erkê pêkanîna hikûmetê di stûyê wê de ye, niha navê wezîrên xwe diyar kirine û wek wî endamên polîtburoya PDKê da zanîn, ";Tiştekî zêde nemaye ku navê wezîran bê yekalîkirin."; +Di vê dema dawiyê de gotegot hebû ku PDK naxwaze posta cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê bide YNKê, ku di dema parvekirina postan de bo YNKê hatibû diyarkirin, lê endamê polîtburoya YNK Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got: ";Heta niha di ti civînekê hevbeş de PDKê bi fermî daxwaza wê postê ji me nekirine."; +Herwiha Seidî Ehmed Pîre da zanîn ku: ";Dibe ku PDK bibêje ku posta cîgirê serokê parlamentoyê baştire ku bo wan be, lê ez bawer nakim ev yek bibe pirsgirêk û ew dê bê çareserkirin."; +Di himber vê daxuyaniyê de, Mehmûd Mihemed got: ";Mesele ne mesleya daxwazkirinê ye, di civîna dawî de ligel şanda danûstandinan ya YNKê, me got ku bi me xweşe kak Ceifer Ibrahîm li cihê xwe bimîne û wê postê birêve bibe, wan jî ji me re gotin ku berî niha me dizanî ku ev post dê bo me be."; +Li gor daxuyaniya wî endamê polîtburoya PDKê, birayr e YNK vê pirsa han di nav xwe de gotûbêj bike lê heta niha bersiva PDKê nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Brazanî bi fermana hejmar 3 ya sala 2014, biryara pêkanîna komîteya danûstandinan ya Herêma Kurdistanê da, bi mebesta encamdana danûstandinan ligel aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû yaIraqê. +Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, komîteya danûstandinan a Herêma Kurdistanê ji van navan pêk tê: +Endamê Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys, nûnerê PDKê +Firyad Rewandizî, nûnerê YNKê +Celal Cewher, nûnerê Tevgera Gorranê +Adil Nûrî Mihemed, nûnerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê +Yasîn Hesen Mihemed, nûnerê Komela Îslamî ya Kurdistanê +Kawe Mehmûd Şakir, nûnerê Lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê. +Li gor biryarê, ji roja derkirina vê birayarê, wate îro, ev biryar dikeve warê cîbicîkirinê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke pilebilind ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi serokatiya endamê serkirdatiya KCK, Zekî Şingalî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê ye. +Bi helkefta 39emîn salvegera damezarndina xwe, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ahengekê li bajarê Hewlêrê lidardixe û tê de şandek ji PKK jî beşdare. +Ahenga YNK li bajarê geştiyarî yê Tarîn birêve diçe û birayre cîgirê duyem yê sekreterê giştî yê YNK Berhem Salih peyama YNK bixwîne, berî niha jî YNK hemû aliyên siyasî yên Kurd û Iraqî herwiha konsulên welatên biyanî vexwendine bo beşdarî di vê ahengê de. +Li gor zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda PKK bi serokatiya endamên serokatiya KCK Zekî Şingalî beşdarî wê ahengê bûne. +Herwiha cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî û şandek ji Tevgera Gorranê jî beşdarî ahengê bûne. + +Îlam (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama şewatê de beşek ji zevî û kewşenên bajarê Dereşarê şewitî û zirar dît. + +Li gorî agahiyan, agirek mezin ji duh ve bi zevî û kewşenên bajarê Dereşarê yê parêzgeha Îlamê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin. + +Li gorî medyaya Îranê, bûyera şewatê li nêzîkî gundên Şêxmekan û Gewriya Behramê Çovan çêbûye û beşek mezin ji zeviyên genim û kewşenên çêrê yên gundiyan zirar dîtiye. + +Welatiyên wê deverê jî dibêjin, heta niha agir nehatiye vemirandin. Rayedarên bajêr jî dibêjin, ji ber ku amûrên vemirinadina agir ji ber arîşeyên teknîkî kar nakin, lewma nekarîne mudaxeleya agir bikin. + +Hat zanîn, di encama şewatê de gellek zeviyên gernim û ceh, stûnên eletktirîkê, kewşenên çêre yên pez û ajelan, navendên çandina gîhayên dermanî û rez û darên deverê şewitîne û zirar dîtine. + +Sedema derketin şewatê heta niha nayê zanîn. + +Bajarê Dereşarê 100 kîlometre dûrî bajarê Îlamê ye û yek ji navendên serekî yên berhemên çandinî yên parêzgeha Îlamê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî di merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê de got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû. Barzanî, her wiha diyar kir, PDK bi hevpeymaniya digel YNKê şanazî dike. + +Îşev li bajarê Hewlêrê, merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê hat lidarxistin. Di merasimê de nûner û rayedarên partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê her wiha mêvanên biyanî beşdar bûn. + +Di merasimê de, peyama pîrozbahiya YNKê ji aliyê Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Dr. Berhem Salih ve hat xwendin. + +Dr. Berhem Salih di peyama xwe de, diyar kir ku divê her kes qedrê destkeftên Herêma Kurdistanê bizane û got, pêşhatên girîng li benda Herêma Kurdistanê ne. + +Cîgirê Talebanî, her wiha behsa rewşa Talebanî kir û got, înşala em di merasima bê de Mam Celal jî di nav xwe de bibînin. + +Piştî Berhem Salih, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, peyama partiya xwe pêşkêşî YNKê kir û got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû ji ber wê jî PDK şanaziyê bi hevpeymaniya digel YNKê dike. + +Nêçîrvan Barzanî, li ser tenduristiya Talebanî jî axivî û got, nexweşketina Mam Celal valahiyeke mezin e li Iraq û Kurdistanê ji ber wê jî hêviya min ew e ku her çi zûtir baş bibe û vegere Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zekî Şengalî ragihand ku peywendiyên wan û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) başin û ew hewil didin ku wan peywendiyan baştir bikin. +Endamê serkirdatiya KCK Zekî Şengalî bi serokatiya şandeke pilebilind a Partiya Kerkerên Kurdistnê (PKK) beşdarî ahenga 39emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê bû. +Zekî Şingalî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawî derbarê Têkiliyên PKK û PDK de got: ";Têkiliyên me ligel PDK başin û em hewil didin ku baştir jî bikin."; +Herwiha endamê polîtburoya PDK, Kemal Kerkûkî dest xistibû destê Zekî Şengalî de û ji Rûdawê re got:";Em çawa bin, peywendiyên PDK û PKK jî wiha ne."; + + +Dêrsîm (Rûdaw)- Komeleya Xwendekarên Azad ên zanîngeha Dêrsîmê (DODER) di bin pankarta ";Ji komkujiyên li Rojavaya ku dahatûya Rojhilata Navîn e pêk tên re, nebin şirîg! Dengên xwe berz bikin!"; xwepêşandanekê li navneda bajarê Dêrsîmê li dar xistin. + +Komeleya Xwendekarên zanîngeha Dêrsîmê (DODER) li hemberî êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xist û xwendekaran li Meydana Seyîd Riza ji raya gel û medyayê re daxuyandin. + +Li ser navê xwendekarên Kurd Berîtan Irmak daxuyand ku ";komkujiyên ku Tirkiyê pêk aniye îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike";. + +Irmak got ";Qirkirina Ermeniyan, qirkirina Zîlan, Şêx Saîd, Agirî, Dêrsîm, Mereş, Helebce, Sêwaz, komkujiya Gazî û Roboskiyê, niha jî bi Rojava ev komkujî tên berdewamkirin";. + +Irmakê rêveberiya ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin mîna ";Roja Rohilata Navîn"; bi nav kir û anî ziman ku bi avakirina otonomiya Rojava re gelên bindest azad dibin. + +Irmakê rexne li siyaseta Tirkiyê girt û got ";Komara Tirkiyê di rêya çeteyên wekî el-Nysra û DAÎŞê re her roj êrîşî Rojava dike û ev çeteyana bêyî ku zarok, jin, mêr, pitikên di landikê, kal û pîran ji hev cûda bikin her roj bi dehan kesî dikujin";. + +Berîtan Irmak diyar kir ku ";hikûmeta AKPê bi van kiryaran jî raneweste û van rojane bi artêşa xwe li ser sînor êrîşî xelkê Rojava dike";. + +Piştî daxuyaniyê xwendekarên zanîngehê li Meydana Seyîd Riza digel awazên kurdî çalakiya xwe berdewam kirin. + +Efrîn (Rûdaw)- Îro saet 1ê piştî nîvro bi dema Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek ji bo protestokirina hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê li bajarê Efrînê bê lidarxistin. + +Li gor çalakvanên herêma Efrînê, li ser daxwaza çend rêxistinên ciwanên Kurd, îro çarşemê, ciwanên Efrînê wê xwepêşandanekê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li dar bixin. + +Bi gotina wan çalakvanan, xwepêşandana ciwanên Efrînê wê saet 1ê piştî nîvro li Meydana Azadî li naverasta bajarê Efrînê destpêbike. + +Duh sêşemê li ser daxwaza hin rêxistinên ciwanên kurd, xwepêşandan li dijî hilbijartinan li bajarên Dêrikê, Qamişlo û Amûdê hatin lidarxistin. + +Hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku çavdêr dibêjin encamên wê aşkere ne, duh sêşemê saet 7ê sdibehê destpêkirin û heta saet 12ê vşevê berdewam kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku bersiva çend pirsên parlamenteran bide derbarê krîza aborî, budce û petrolê de, ligel şandeke hikûmetê gihişte Parlamentoya Kurdistanê. + +Piştî gihiştina şandeyê, Nêçîrvana Barzanî û şanda pê re ligel serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokê frakisyonan civiya û tê de serokwezîrê Barzanî destpêkê gotarek pêşkêş kir. + +Şanda ligel Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê pilandananê Elî Sindî, wekîlê wezareta darayî Reşîd Tahir, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, kordînatorê navbera parlamento û hikûmetê Seid Xalid pêk tê. + +Jibilî wê şandeyê, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî di civînê de beşdar e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku parlamento wê hewil bide li gor yasaya petrol û xazê sindoqeke ji bo dahata petrolê dane. + +Yûsif Mihemed di destpêka civîna îro ya parlamenteran û serokatiya parlamentoyê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ";Pirsa enerjiyê pirseke gelek girîng e, lewra me biryar da rûniştin her vekirî bimîne";. + +Serokê parlamentoyê herwiha got ";Hikûmeta birêkirina kar a Herêma Kurdistanê hemaheng bû ji bo daxuyakirina pirsa enerjiyê";. + +Yûsif Mihemed aşkere kir ku ji îro de Parlamentoya Kurdistanê bi hemahengî ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê wê kar bike ji bo danîna sindoqa dahata petrolê. + +Mihemed herwiha got ";Pirsa enerjiyê wiha kiriye ku em bibin êsîrê cografyayeke diyarkirî, lewra divê em şêwiriyê bikin û bizanibin bê em dikarin ji wê cografyayê derkevin û serbixwe bin yan emê bibin êsîrê cografyayeke din";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya ligel serokatiya parlamentoyê û serokê komîteyên parlamentoyê de ragihand ku mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê 850 milyar dînarê iraqî ye. + +Nêçîrvan Barzanî gotarek di civînê de pêşkêş kir û keyfxweşiya xwe li hember berdewamiya civîn û gotûbêjên navbera parlamento û hikûmetê derbarê pirsa enerjiyê de anî ziman û got ";Ev pirs girînge û divê Parlamentoya Kurdistanê agehdarî hûrgiliyan be";. + +Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li ser berhemanîn û firotina petrola Herêma Kurdistanê berdewam be û got ";Em ê vê yekê bikin ji bo em mafê xwe yê destûrî werbigirin û bi xwe 17% ji budceya Iraqê ku mafê me ye bistînin";. + +Serokwezîrê Barzanî anî ziman ku mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê 850 milyar dînar e û got ";ev hejmar gelek mezine, lê tevî krîza heyî me kariye mûçeyan peyda bikin";. + +Her derbarê pirsa enerjiyî de ku mijara sereke ya civîna îro ye, Nêçîrvan Barzanî got ";Em dixwazin bi zelalî mamele ligel vê pirsê bikin, em dixwazin bibe pirseke niştimanî û em wê yekê jî bi dawî bînin ku gelo ev pirs şefafe yan na";. + +Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: ";Em amade ne bi şanazî hemû rojekê parlamento gazî me bike, em dixwazin em hemû di vê pirsê de yekgirtî bin û baweriya me ya tam heye ku tiştê me kiriye di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê û di çarçoveya destûra Iraqê de bû";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku ";mercê serkeftina vê proseyê, yekgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê ye";. + +Amed (Rûdaw)- Xwepêşandan û nerazîbûnên li navçeya Lîcê ya Amedê yên li dijî avakirina qereqolan berdewam dikin, xwepêşandana îro jî ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hat belavkirin. + +Li gor nûçeya AFP, ";leşkerên Tirkiyî xwepêşandana îro li Lîcê ku nêzîkî 400 kes tê de beşdar bûn, belav kirin û xwepêşander bi keviran bersiva leşkeran dan"; + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku heta niha ti zaniyariyî tine ne bê birîndar di wê êrîşî de hene yan na. + +Ajansa DÎHAyê derbarê êrîşê de ragihand ku ";di encama pevçûnan de 2 leşker û hemwelatiyekî birîndar bûn";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim hişiyariyê dide Kurdan û dibêje ku Kurd wê şaşîtiyek dîrokî bikin eger hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bikin. + +Welîd Muellim di hevpeyvîneke telvizyona el-Meyadîn de got ku ";ew hemwelatiyê Sûriyê yê ku diçe ser sindoqan û deng dide tevî gefê û metirsiya çêbûna teqînan, ew bi tenê sûriyekî rasteqîne ye";. + +Muellim hişyarî da Kurdan û got ";Eger Kurdên Sûriyê hilbijartinan boykot bikin ewê şaşîtiyekê dîrokî bikin";. + +partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku duh sêşemê birêveçûn boykot kirin û tevlî wan nebûn. + +Derbarê proseya çavdêriya hilbijartinan ji aliyê komîteyên navneteweyî de, wezîrê derve yê Sûriyê bal kişand ku ";Komkara Erebî ji destpêka krîzê de pîlan li dijî Sûriyê dikir";. + +Welîd Mualim herwiha got ";Çawa emê baweriyê bi çavdêrên wan welatan bikin ên ku nehiştin hemwelatiyên sûrî dengê xwe bi kar bînin?."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê serokê koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Îdrîs Baluken ragihand ku pêwîste serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derbarê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de biryara xwe ya rast bide. + +Baluken di Parlamentoya Tirkiyê de ji rojnamevanan re diyar kir ku ";helwesta Erdogan derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de gelek metirsîdar e"; û got ";Li dewsa ku gavên demokratîk bavêje, hejmara qereqolan zêde dike";. + +Îdrîs Baluken destnîşan kir ku ";hikûmeta Tirkiyê amadekariyên operasyonên leşkerî dike û dixwaze ji nû ve li Bakurê Kurdistanê rewşa ku dişibe rewşa awarte ku berê dihat meşandin, bimeşîne";. + +Alîkarê serokê koma HDPê da zanîn ku ";plana B û C ku Erdogan dixwaze pêkbîne ewê di bin de bimîne û ew bi van kiryaran aştiyê têk dide";. + +Baluken daxwaz ji Erdogan kir ku bila biryara xwe bide ew bi aştiyê re yan na, yan jî bila dev ji van tehdîd û gefan berde. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xwepêşandan û nerazîbûnên li navçeya Lîcê ya Amedê yên li dijî avakirina qereqolan berdewam dikin, xwepêşandana îro jî ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hat belavkirin. + +Li gor medya BDPê ";leşkerên Tirkiyê bi bombeyên gazê, guleyên plastîkî û ava şid xwepêşandana îro li Lîcê ku nêzîkî 400 kes tê de beşdar bûn, belav kirin û xwepêşander jî bi keviran û koktel molotofan bersiva leşkeran dan";. + +Hat ragihandi ku 5 leşkerên artêşa Tirkiyê û hemwelatiyek di wan pevçûnan de birîndar bûn. Heta niha aloziya li herêmê di navbera xwepêşanderan û leşkeran de hêj dewam dike. + +Wek tê zanîn ciwanên navçeya Lîcê ya Amedê ji roja 24ê gulanê rêyên ku diçin û tên Lîcê girtine, li hemeber çêkirina qereqolan çalakiyan li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalan nameyeke evîndarî bo girtiyeke doza Koma Civakên Kurdistanl (KCK) dişîne û tê de behsa hestên xwe li ser evîniyê dike. +Cuda ji nameyê berê ku bo serkirdeyên KCK dişandin û nêrînên xwe yên siyasî têde radighandin, Abdullah Ocalan nameyeke tijî hest û soz bo girtiya doza KCK, Nesrîn Akgun şand. +Nameya Ocalan behsa evîndariyê dike û hinek amaje bo jinên Kurd tê de derdikevin. +Ocalan nameya xwe bi ";Nesrîn Akgon a xweştivî"; destpêkiriye û behsa evîniyê bo Kurdan dike. Ocalan di nameya xwe de dibîne ku tenê Kurd dikarin evîniyeke Eflatonî bijîn, herwiha dibêje ku mehale ku bîr li awayekî din ê evîniyê bike. +Hewiha Ocalan hêviyên xwe radighîne ku di encama proseya aşitiyê de laşê wan jî wek dilê wan nêzîkî hev bibe. +Berî demekê Nesrîn Akgun nameyek û du wêneyên xwe û girtiyên ligel de bo Ocalan şandibûn. +Hewlêr (Rûdaw)- Ahenga 39emîn salevgera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), nûnerê Komara Tikriyê û serkirdeyên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kom kirin. +Şopandineke hûr ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve aşkere kir ku roja 03.06.2014 li bajarê Hewlêrê, her yek ji konsulê Tikriyê li Hewlêrê Mihemed Akif Înam û endamêm serokatiya KCK, Zekî Şingalî di Ahenga 39emîn salevgera damezrandina ya YNK de amade bûn. +Tora Medyayî ya Rûdawê zanî ku Înam û Şingalî silav li hev nekirin û nêzîk hev jî nerûniştin. Hevdem konsulê Tikriyê di daxuyaniyekê de bo ji rojnameyeke Tirkî re red kir ku şanda KCK dîtibe û got: ";Agahiya wî ji amadebûna wê şandê nebû."; +Ev yekemîn care ku kesayetiyeke fermî ya Tikriyê beşdarî merasîmekê bike ku endamên PKK tê de amade bin. + +Efrîn (Rûdaw)- Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek I dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin û tê ne zêdetirî 25 kesan beşdar bûn. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, xwepêşandana îro li ser banga rêxistinên ciwanên Kurd bû bi armanca şermezarkirina hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku duh sêşemê birêveçûn. +Di xwepêşandanê de ku îro piştî nîvro li Meydana Azadî li naverasta bajarê Efrînê hat lidarxistin, druşmên li dijî hilbijartinan û rejîma Beşar Esed hatin bilindkirin. +Xwepêşandana li bajarê Efrînê ku ti sindoqên hilbijartinan tê de nehatin danîn, bê ti astengî bi dawî hat. +Duh, Sêşemê, li ser daxwaza hin rêxistinên ciwanên kurd, xwepêşandan li dijî hilbijartinan li bajarên Dêrikê, Qamişlo û Amûdê hatin lidarxistin. +Hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku çavdêr dibêjin encamên wê aşkere ne, duh sêşemê saet 7ê sdibehê destpêkirin û heta saet 12ê vşevê berdewam kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand ku hikûmeta Iraqê Herêma Kurdistanê neçar kir ku dest bi firotina petrola xwe bike, tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê petrola xwe biarzanî nefirotiye. +Piştî bidawîhatiya civîna Parlamentoya Kurdistanê, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke hikûmetê tê de anade bûn, sekreterê Parlamentoy Kurdistanê Fexredîn Qadir û berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî konfransekî rojnamevanî lidarxistin. +Fexredîn Qadir di destpêka konfransê rojnamevanî de da zanîn ko civîna parlamentoyê 5 demjimêran dirêj kir û tê de ";Şanda hikûmetê bersiva pirsiyarên parlamenteran dan û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî ronahî xiste li ser tiştên pêwîst."; +Herwiha Qadir aşkere kir ku di civîne de ";Data û zaniyariyên deranîn û frotina petrolê di sala 2013an de bi dokumênt hatin aşkere kirin."; +Ji aliyê xwe ve Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî da zanîn ku di civînê de behsa pirsên hestiyar hat kirin. +Derbarê arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê li ser pirsa petrolê, Dizeyî wiha got: ";Bexda em neçar kirin ku dest bi firotina petrola xwe bikin"; tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê petrola xwe biarzanî nefirotiye. +Li ser pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dizeyî da zanîn ku di demeke nêzîk de wê hikûmet bê pêkanîn. +Îro, Çarşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku bersiva çend pirsên parlamenteran bide derbarê krîza aborî, budce û petrolê de, ligel şandeke hikûmetê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê bûn. +Şanda ligel Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê pilandananê Elî Sindî, wekîlê wezareta darayî Reşîd Tahir, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, kordînatorê navbera parlamento û hikûmetê Seid Xalid pêk tê. +Jibilî wê şandeyê, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî di civînê de beşdar e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ragihand ku heta pêngavên mayînd di pêvajoyê de neyên avêtin ewê çalakiyan ranewestînin. +Rêxitina BDPê li Amedê ragihand ku ";ew çalakiyên ku pêk tên ne tenê li dijî qerekolane, lê li dijî neavêtina pêngavên rasteqîne û mayînde di pêvajoya aştî û çareseriyê de ne";. +Rêxistina BDPê daxuyaniyeke da rojnamevanan û diyar kir ku ";eger hikûmeta AKPê her tim serî li pilanên xapînok û durûtiyê bide û qereqolên nû ava bike, wê gelê Kurd jî li herderê Kurdistanê çalakiyan li dar bixin";. +Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ";hikûmeta Tirkiyê li dijî pêvajoya aştiyê i her çar parçeyên Kurdistanê operasyonan li dar dixe, pêwîste van siyasetan terk bike û pêşiya pêvajoyê veke";. +Wek tê zanîn rêxistinên ciwanan ên girêdayî PKKê li Meskan, Farqîn, Kanîreş û Lîcê û gelek deverên din yê Bakurê Kurdistanê ev du heftene li dijî avakirina qereqolan çalakiyan pêk tînin. +Tehran (Rûdaw)- Li gor zaniyariyên ku îro, Çarşemê, li ser malpereke Îranî hatine belavkirin, roja 31.05.2014 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke veşartî çûbû Teharnê û ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê civiyabû. +Li gor malpera Bulten News, Nêçîrvan Barzanî hêjayê wê yekê ye ku bibe serokomarê Iraqê. +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de, ku du rojan dirêj kiribû, ligel hejmarek ji berpirsên Îranê civiyabû, herwiha ligel fermanderê hêzên Qudis, Serdar Qasim Silêmanî jî civiyabû, ku ew berpirsê doseya Herêma Kurdistan û Îraqê ye li Îranê. +Her li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serokê PDK ev serdan encamdabû, lê Nêçîrvan Barzanî her wek çawa di civîna roja 04.05.2014 ya Parlamentoya Kurdistanê de ragihandibû ku dê di wê demê de serdana Îranê bike. +Li gor wan zaniyariyên ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, gotûbêjên di navbera Nêçîrvan Barzanî û berpirsên îranê di rewşek ji lihevtêgihiştinê de birêve çûbûn û berpirsên Îranê tekez li ser wê yekê kiribûn ku ew PDK wek hêzeke sereke ya Kurdistan û Iraqê dibînin, herwiha bo pirsa Kurd û Iraqê jî Mesûd Barzanî wek lêvegerekê dibînin di pirsên Herêma Kurdisyanê de, herwiha wî wek kesekî mihwerî dibînin di pirsên Iraqê de. +Bulten News di babeta xwe de derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê nivîsiye ";Nêçîrvan Barzanî hêjayê wê yekê ye ku bibe serokomarê Iraqê."; Herwiha dibêje ku geşbûna aborî ya mezin li Herêma Kurdistanê û ragirtina balansa têkiliyên navdewletî dide xuyakirin ku ew zilam hêjayê dewletdariyê ye û Îran jî piştgiriya wî dike ku bibe serokomarê Iraqê. +Herwiha di babetê de hatiye ku arîşeya herî mezin li pêş bûna Nûçîrvan Barzanî bi serokomarê Iraqê ewe ku ";Navhatî Erebî bi awayekî baş nizane, ev jî dike ku Erebên Sune gelek bi wan nexweşbe ku Nêçîrvan Barzanî bibe serokomar. Lê ji aliyek din ve em dikarin bibêjin ku ev nezanebûna Erebî ti arîşeyeke destûrî peyda nake û destûra Iraqê her du zimanên Kurdî û Erebî bifermî dane zanîn. Herwiha navborî ji bilî Kurdî, du zimanên din ên girîng wek Îngilîzî û Farisî jî dizane. Lewma sûrê tendurist ya siyasetê li Iraqê dikare Nêçîrvan Barzanî bişîne Bexdayê da ku bibe duyemîn kesên Kurd ku li ser kursiyê serokatiya Komara Iraqê dirune."; +Lê li gor wan zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, Nêçîrvan Barzanî dixwaze serokatiya kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, ku girîngiya wê di wesfkirina wê bi ";Kabîneya yekrêziya niştimanî"; derdikeve, ku herdem bi wî awayî wesif dikir û hewleke zêde da ku hemû aliyên serkeftî di hilbijartinan de di vê kabîneyê de bin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya Rûdawê ket ber destê xwendevanan. + +Hejmara nû ya rojnameya Kurdên diyasporayê (252) ku her hefte roja pêncşemê derdikeve û li seranserê Ewropa tê belavkirin, îro sibehê ket ber destê xwendevanan. + +Di hejmara vê heftiyê de çend mijar, hevpeyvîn û gotarên girîng û balkêş li ser pirsên girêdayî Kurdan û her çar perçeyên Kurdistanê hatine weşandin. + +Serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re diaxife û behsa rojnamegeriya li deverên Kurdan dike. + +Herwiha di vê hejmarê de, Rûdawa Ewropa li ser krîza nasnameyî di nav Êzdiyên Ermenîstanê de disekine. + +Rûdaw vê heftiyê behsa jiyana keçeke Kurd dike ku di nava taxên bajarê Humsê yên dorpêçkirî de asê mabû dike. Ew keça Kurd fîlmek li ser jiyana xwe li wan taxan çêkiriye û tevlî festîvala Cannes bûye. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) duh car din li bajarê Qamişlo li hev civiya, tevî ku ew negihiştine ti encamekê, lê ew li ser berdewamiya civîn û diyalogê li hev kirin. + +Ev civîna sêyemîne ku di nava 2 heftiyane de navbera her du encûmenan tê lidarxistin, wek hewlekê ji bo ji nû ve destpêkirina karê siyasî yê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê. + +Karê hevbeş ê navbera her du encûmenan ji destpêka vê salê de çênebûye, bi taybet piştî ku ENKSê di nava şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de beşdariya kongreya Cenêvê kir û wek karvedanekê jî EGRKê, ku PYDê pêkhateya wê ya sereke ye, rêveberiyeke xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bêy ENKSê ava kir. + +Di civîna roja 22yê gulanê de şanda ENKSê ji EGRKê xwestibû ku berî her tiştî zemîneya diyalogê peyda bike, ev yek di rêya rawestandina kampaniyên girtin û derkirina endamên partiyan û çalakvanan û vekirina deriyê Sêmalka yê ku ev zêdetirî 3 mehane li aliyê Rojava hatiye girtin. + +Biryar bû di civîna duh ya her du encûmenan, bersiva van xwestekan bihata dayîn, lê endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ku ew jî di civînê de amade bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda EGRKê bersiva daxwazên wan nedaye û gotiye ";pirsa girtiyan û vekirina deriyê Sêmalka girêdayî rêveberiya xweseriya demokratîk û kantonan e";. + +EGRKê dixwaze lêvegereke siyasî bê avakirin ji bo ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê muxatebeya aliyên din ên opozîsyona Sûriyê bike û têkiliyan bi welatên biyanî re dane û dibêje ku rêveberiyên ku li her sê herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê hatine ragihandin û ENKSê ";îtîrafê"; bi wan nake, dê wek xwe bimînin û karê xwe berdewam bikin. ENKSê jî tekdî dike ku berî avakirina her merciyetekê û destpêkirina karê hevbeş, divê merc û xwestekên wan bên bicîkirin. + +Ev cara sêyemîne ku her du encûmen li hev dicivin bê ku ti encamek ji civînên wan derkeve, lê Feysel Yûsif dibêje ku civîn û diyaloga navbera her du encûmenan de wê berdewam bike. + +Qamişlo (Rûdaw)- Li taxeke bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bombeyeke bi otombîla endamekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) teqiya û di encam de jiyana xwe ji dest da. + +Şahidekî li cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku teqîn dora saet 11ê berî nîvro bi dema Qamişlo di rêya bombeyeke vedayî re li çerxerêya Hilko li taxa Kornîş çêbû. + +Şahidê bûyerê got ku teqînê, otombîla endamê PYDê û endamê şaredariya Kornîşê Ebdillah Xelef Xelê kire armanc û di encam de jiyana xwe ji dest da. + +Bi gotina wî şahidî, bombe di nav otombîla Ebdillah li ber mala wî hatibû danîn û dema siwarî otombîlê bû, bombe yekser teqiya. + +Ebdillah Xelef Xelê xezûrê berdevkê rêveberiya xweseriya demoratîk Ciwan Mihemed e û bavê şervanekî YPGê bi navê Ciwan e ku di şerê destpêka vê salê de li bajarokê Til Berekê jiyana xwe dest da. + +herwiha Ebdillah yek ji endamên komîteya lihevhatinê ya PYDê ye û kurekî wî yê din bi navê Razî di nav rêzên YPGê de fermandar e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekî herêmî li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin, zarokekî Rojava li aliyê herêma Efrînê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê hat kuştin. + +Çavkaniyên herêmî gotin ku ";leşkerên Tirkiyê şeva borî dema ku grûpek ji xelkên Rojava li nêzîka gundê Îkîdama navçeya Şeran li Efrînê, ku nêzîkî parêzgeha Kîlîsa Bakurê Kurdistanê ye, dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, rastî guleyên leşkerên Tirkiyê yên li ser sînor hatin. + +Hat Ragihandin ku di wê êrîşa bi guleyan de, zarokê bi navê Mihemed Reşîd ê 13 salî jiyana xwe ji dest daû 2 zarokên din ên bi navê Omer Omer û Omer Ferec jî birîndar bûn. + +Li gor agahiyan, leşkerên Tirkiyê heta niha cenazeya zarokê ku jiyana xwe ji dest daye radestî xwediyê wî nekirine. + +Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê di meha borî de, 2 hemwelatiyên Kurd kuştine, jineke bi navê Saada Derwîş ku li 18 gulanê hat kuştin û di 25 gulanê de jî li ser sînora Serêkaniyê jinek bi navê Şua Huseyn ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medyaya Tirkiyê, 3 ciwanên ku tevlî PKKê bûbûn û ev demeke xwediyên wan li Amedê ji bo ku PKKê wan vegerînin malên wan çalakiyan li dar dixin, xwe radestî artêşa Tirkiyê kirin. + +Hat ragihandin ku li navçeya Beytuşebab a ser bi bajarê Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ve, 3 ciwanên ku ev demeke hikûmeta Tirkiyê û medyaya Tirkî digot ku PKKê ew birine tevlî rêzên gerîla kirine, îro xwe teslîmî hêzên artêşa Tirkiyê kirin. + +Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ew ciwanên radestî malabatên wan kiriye. + +Ev zêdetirî du heftiyane ku zêdetirî 12 malabatên ku dixwazin PKKê ciwanên wan ên tevlî hêzên wan bûne, vegerin mal, çalakiyan li ber şaredariya bajarê Amedê li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komela Îslamî ya Kurdistanê navê wezîrên xwe di kabîneye heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de aşkere kirin. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Komela Îslamî endamê polîtburoya xwe, Ebdulsetar Mecîd bo posta Wezîrê Çandiniyê diyar kiri. +Herwiha endamê serkirdatiya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Ebdulrehman Ebdulrehîm bo posta Wezîrê Jîngehê hatiye diyarkiri. + +Silêmanî (Rûdaw)- Nêçîrvan Barzanî ku bi avakirina kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye erkdarkirin, gihîşte bajarê Silêmaniyê û ligel Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa civiya. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa dê behsa gavên dawî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin. +Herwiha li gor zaniyariyên Rûdawê, Newşîrwan Mistefa dilgiraniya xwe ji paşketina pêkanîna hikûmetê aniye ziman û gotyr: ";We lez li me kir û hikûmet wiha paşket."; + +Rûdawê zaniyariyên zêdetir belav dike… + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medya BDPê di roja 13emîn ya çalakiya ciwanan li dijî çêkirina qereqolan li navçeya Licê ya bi ser Amedê li Bakurê Kurdistanê ve, ev du rojin pevçûn di navbera Artêşa Tirkiyê û çalakvanan de didome. +Hat ragihandin ku di encama êrîşa laşkerên Tirkiyê de ku guleyên plastîkî û bombeyên gazê li dijî çalakvanan bikar anîn, îrociwanekî kapsula bombeya gazê li serê wî ket û bi giranî birîndar bû. +Herwiha ciwanên çalakvan jî bi bombeyên deng bersiva leşkeran dan û hate ragihandin ku ji ber vê yêkê leşkerek bi navê Ozman Çawûş birîndar bû û artêşa Tirkiyê ew bi helîkoptirê birin nexweşxaneya Dîceleyê li bajarê Amedê. +Wek tê zanîn ji roja 24 gulanê de, û bi armanca pirotistokirina çêkirina qereqolên nû li navçeya Lîceya Amedê, ciwanên herêmê rê bi kolana xendek û barîkatan girtine, û di navbera artêşa Tirkiyê û wan çalakvanan de dem bi dem pevçûnên dijwar tê jiyan kirin. + +Colemêrg (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya girêdayî parêzgeha Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê, li ser malekê operasyon hat kirin, di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku li heman malê de 3 keçikên ku temenê 2 ji wan ji 18an biçûktir in û ";dê wan bişînin çiyê"; jî hatin girtin. Zarokek jî ji nav rêzên PKKê reviya û vegeriya mala xwe. + +Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistinRêveberiya Ewlehiyê ya Geverê û Fermandariya Navçeyê ya Cendirmeyanli ser esasê agahiyên ku bidest xistibûn li ser malekêli taxa Yeşîldereyê operasyon kirin. + +Di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Her wihahat diyarkirin kuli heman male de 3keçikên ku temenê 2 wan ji 18an biçûktir in ûdê wan bişînin serê çiyê jî hatin dîtin. + +Hat ragihandin ku ji wan zarokan du keçik zarokên hinek ji wan malbatên ku ev çend roj in li Amedê çalakiya rûniştinê pêk tînin, ne. + +Li navçeya Beytuşebabê ya Şirnexê jî zarokek ji destê rêxistinê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû. + +Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin xortê bi navê M. E ku li navçeya Beytuşebabê bi qasî du meh beriya niha tevlî PKKê bibû, reviya û vegeriya mala xwe û malbata wî ew teslîmê hêzên ewlehiyê kir. + +M.E li Amiriya Ewlehiyêya Navçeyê îfade da û pişt re ew derxistin dadgehê û wir jî serbest berdan. + +Qaymeqam Mehmet Fevzî Donmez M. Eli mala wî ziyaret kir û bi wî re axivî. + +Silêmanî (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa behsa xalên herî girîng di meydana siyasî ya Kurdistan û Iraqê de kirin. +Li gor zaniyariyê di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, civîn demjimêr 13:00 bi dema Hewlêrê dest pêkir û demjimêr 16:00 bidawî hat. +Civîn li mala Newîşrwan Mistefa li bajarê Silêmaniyê bi awayekî girtî birêve çû, ku tê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî jî amade bû. +Li gor wan zaniyariyên ku bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, di civînê de çawaniya firotina petrolê, rêkeftina şandina petrolê ligel Tirkiyê bo Newşîrwan Mistefa hat şîrovekirin, herwiha behsa hewlesta li himber Bexdayê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, destûra Herêma Kurdistanê, ragihandina kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrgilî hat kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer diyar kir ku di civîna duh a Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed de behsa ";çapkirina dirafê taybet"; ê Kurdistanê hatiye kirin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçrvan Barzanî duh bi şandeke hikûmetê re ku ji Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Dr. Aştî Hewramî û hinek wezîr û rayedarên din pêk hatibûn, li Parlamentoya Kurdistanê amade bûn û li ser çawaniya firton û hinartina nefta Kurdistanê daxuyanî dan. + +Civîna duh a hikûmet û parlamentoyê ji du beşan pêk dihat, beşek vekirî bû ya din jî girtî bû. + +Derbarê beşa girtî ya civînê de parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer, ji Rûdawê re got, di civîna girtî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa diraftê taybet ê Kurdistanê û çawaniya çapkirina wî dirafî kir. + +Soran Omer, her wiha anî ziman ku Nêçîrvan Barzanî li ser helwesta Amerîka ya li hember hinarftina nefta Kurdistanê jî gotiye, Amerîka ji helwesta ku niha nîşan daye wêdetir naçe. + +Wî parlamenterê Kurdistanê, ku di heman demê de serokê lêjneya mafên mirov e jî, da zanîn, Herêma Kurdistanê 500 milyon dolar ji Tirkiyê deyin standiye û pê wî pereyî mûçeyên karmendan daye her wiha hinek bankên navdewletî jî amadebûna xwe nîşan dane ku pere deyin bidin Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi ";tolvekirina"; li rojnamevan û saziyên ragihandinê yên alîgirê PKKê li Başûrê Kurdistanê tohmetbar kir. PDK jî vê yekê red dike. +Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, di raporekê de ragihand, PDK ji ber nakokiyên bi PKKê re dest bi bizaveke tolvekirinê li dijî saziyên ragihandin û rojnamevanên nêzkî PKK û PYDê yên li Başûrê Kurdistanê kiriye. +Di rapora rêxistinê de hatiye gotin ku ";Roja 19ê Gulana îsal, PDK wek bersivdana li hember kiryarên PYDê li dijî saziyên alîgirê PDKê li Rojava, 8 saziyên alîgirê PKKê bajarên Hewlêr, Dihok û Zaxo daxistiye."; +Di raporê de amaje bi desteserkirina hinek rojnamevan jî hatiye kirin ku ji aliyê hêzên asayişê yên Herêma Kurdistanê ve bo heyama çend saetan hatine desteserkirin. +Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, cih daye daxuyaniya berpirsê ofîsa Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) li Hewlêrê Wehîb Demîr ku gotibû, biryara girtina ofîsa ajansê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ti bingeheke wê ya qanûnî tine û gef lê hatiye xwarin ku ti daxuyaniyekê li ser vê yekê nede. +Di rapora wê rêxistinê de behsa daxuyaniya hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Necîbe Omer jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: ";Hêzên asayişê navendên wan li Herêma Kurdistanê digirin û PDK saziyên ragihandinê yên nêzîkî PKKê yên li Kurdistanê dide girtin."; +Di dawiya raporê de Peyamnêrên Bêsînor, ji hemû partiyên Kurdistanî dixwaze, hurmeta rojnamevanan bigirin û daxwaz ji rojnamevanan jî dike, di karê xwe de bêalî bin. +Li hember vê yekê, Serokê Encumena Serokatiya PDKê li Hewlêrê Kakemîn Necar, ji Rûdawê re got, ew tohmetên ku rêxistina peyamnêrên bêsînor li PDKê didin, bêbingeh in çimkî li Herêma Kurdistanê gellek saziyên ragihandinê hene ku rexneyên tund jî li PDKê dikin lê nayê girtin. +Kakemîn Necar, anî ziman, ew sazî û navendên ku Peyamnêrên Bêsînor behsa wan dike, ji aliyê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ve hatine daxistin ji ber ku mohleta wan a kar tinebûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê şanda danûstandinan ya Herêma Kurdisatnê û endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Firyad Rwandizî red kir ku YNK ti rêkeftin bi Nûrî Malikî re îmze kiribe da ku ligel wî hikûmeta Iraqê pêk bînin. + +Îro, 05.06.2014, şanda danûstandina ya Herêma Kurdistanê bo encamdana danûstandinan ligel aliyên Iraqê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê yekemîn civîna xwe lidarxist. + +Nûnerê YNK di wê şandê de, Firyad Rwandizî di konfransekî rojnamevanî de ragihand ku endamên şandê rêkeftin ku her aliyek reşnivîsekê binvîse û di civîan bê de ya şandê, ku biryara roja Pêncşema bê birêve biçe, pêşkêş bike da ligorî wê endamên şandê da hemû nêrînan di nivîsekê de bixin ye. + +Rwandizî da zanîn ku piştî ew reşinvîs hat nivîsandin ji aliyê endamên şandê ve dê li ser serkirdeyên siyasî werin parvekirin da ew jî nêrîna xwe li ser bidin, heriwha dê di civîna bê de mîkanîzmeke karkirinê jî bo şandê were danan. + +Ji aliyek din ve wî endamê serkirdatiya YNK red kir ku YNK yan Tevgera Gorranê ti rêkeftin ligel Nûrî Malikî kiribe da ku bi tenê beşdarî hikûmeta Iraqê bibin û got: ";Bi ti awayekî behsa wê pirsê nehatiye kirin, ez wek YNK dikarim bibêjim ku bi ti awayekî YNK ligel Malikî behsa wê yekê nekiriye ku bi tenê beşdar bibe, em di komîteya serkirdatiyê de berî du heftan ew piris yek alîkiriye ku em beşekin ji tîma Kurdistanî ku biyek helwest û yekdeng diçin Bexadyê û gotûbêjê ligel aliyên din dikin."; + +Roja 3ê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermanekê pêkanîna şanda Kurdistanê bo danûstandinên pêkanîna hikûmeta Iraqê ragihand. + +Herwiha ew şand ji Nûrî Şaweys nûnerê PDKê, Firyad Rewandizî nûnerê YNKê, Celal Cewher nûnerê Tevgera Gorranê,Adil Nûrî Mihemed nûnerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Yasîn Hesen Mihemed nûnerê Komela Îslamî ya Kurdistanê ûKawe Mehmûd Şakir, nûnerê Lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê, pêk tê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê dibêjin, ji ber wê rê nedane xwepêşandana li dijî hilbijartinên 3ê Hezîranê yên Sûriyê çimkî hilbijartin ne li Hewlêr û Başûr dihat lidraxistin. Çalakvan û yên ku dixwastin xwepêşandanê bikin, ji vê yekê gazinan dikin. +Komeke genc û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê dixwestin roja 3ê Hezîranê li bajarê Hewlêrê li dijî hilbijartinên Sûriyê ku di heman rojê de hat lidarxistin, xwepêşandanekê li dar bixin lê ji aliyê rayedarên parêzgeha Hewlêrê ve hat astengkirin. + +Rêveberê beşa dayîna ruxsetên xwepêşandanan li Hewlêrê, Bawer Salih li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, her hefte li Herêma Kurdistanê xwepêşandanek ji aliyê çalakvanên Rojava tê lidarxistin û ti kes jî pêşya wan nagire lê xwepêşandana roja 3ê Hezîranê ji berê wê hat astengkirin ku hilbijartin li vir nedihat kirin ku heta li vir jî xwepêşandan bê kirin ji ber wê jî me nehîşt ev çalakî were encamdan. +Bawer Salih, her wiha da zanîn, çalakvanan dereng daxwaza wergirtina mohleta xwepêşandanê kirin. +Lê xortên ku bi rêkxistina xwepêşandanê radibûn, dibêjin ku armanca wan ew bû ku dengê xwe bigihînin dinyayê û bêjin, ev hilbijartin ti şeriyeta wan tine ye, herwiha dilgiraniya xwe tînin ziman ku ruxset nedane wan. + +Hinek ji van xortan, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) tohmetar dikin ku encumen bûye sedem ku ruxset nedan xwepêşandana wan, lê berpirsekî encûmenê li Hewlêrê vê yekê red dike… + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li Dêrsîmê cenazeyên 5 jinên TÎKKOyî bi meş û xwepêşandaneke girseyî hatin veşartin. Her pênc endamên jin ên TÎKKOyê di sala 2011an de di encama hilweşîna sitara zivistanî de jiyana xwe ji dest dabûn. Di rêwresma veşartina cenazeyan de Hevşaredarên Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn jî amade bûn. +Îro li navenda bajarê Dêrsîmê termên 5 jinên endamên Artêşa Rizgarîxwaz a Gundî û Karkerên Tirkiyê (TÎKKO) ku baskê leşkerî yê Partiya Komînîst a Tirkiyê/ Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) e, piştî xwepêşandan û perestinên dînî li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsîmê di mezelên tenişt hev de hatin veşartin. + +Pêş veşartina cenazeyên her pênc jinên bi navê Sefagul Kesgîn, Nûrşen Aslan, Gulîzar Ozkan, Fatma Acar û Derya Aras, ji Kolana Hunerê heta Cemxaneya bajêr xwepêşandaneke girseyî hat lidarixistin. Li Cemxaneyê piştî wecîbe û perestinên dînî dayîkên jinên ku di 2yê Sibata 2011an de di encama kumişîna sitargeha ku tê de zivistan derbas dikir de jiyana xwe ji dest dan. + +Cenazeyên her 5 TÎKKOyiyên ku yek jê Mêrdînê yên din dêrsîmî bûn, heta demeke berê li çoltera gundê Bazarê yê ser bi navçeya Xozatê veşartîbûn. Piştî ku çend roj berê cihê lê hatine veşartin, li malperên torên civakî hat belavkirin; malbatên endamên TÎKKOyî ketin nava hewldanan. Piştî li bajarê Meletiyê otopsî û testên DNAyê malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. + +Li ser navê Yekîtiya Hêzên Şoreşger, Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Dêrsîmê Ergîn Dogrû der heqê her pênc jinên canên xwe ji dest dane de axivî. Dogrû, got ku ew bi mirina pênc jinan pir dilêş in û wiha domand: "Lêbelê mixabîn, hêvî li vê erdnîgariyê bi jan û kulan mezin dibe. Ji ber ku em bi başî dizanin ku ev axa tenê dikare bi fedekariyan azad bibe. Em dizanin ku li Kurdistan û Tirkiyê yên ku vê fedekariyê dikin, bêguman şoreşger in." + +Piştî rêwresma li Cemxaneyê cenazeyên jinan li Goristana Asrî ya li Taxa Xarçîkê hatin veşartin. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Şandeke Însiyatîfa Kurdî ku ji aliyê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û çend partiyên ku di nav rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin, hatiye pêşniyarkirin, ji bo ku bi hêzên opozîsyona Sûriyê re hevdîtinan pêk bîne, wê serdana Tirkiyê bike. + +Li gor malpereke nêzîkî PYDê, şande ji bo ku bi hêzên opozîsyona Sûriyê re derbarê projeya însiyatîfê de bicive, wê îro di rêya deriyê sînorî yê bajarê Dirbêsiyê re derbasî Bakurê kurdistanê bibe. + +Şande ji hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehemd, sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa û endama rêveberiya têkiliyên dîplomasî a TEV-DEMê Çinar Salih pêk tê. + +Li bendê ye, şanda Însiyatîfa Kurdî bi aliyên opozîsyona Sûriyê re derbarê însiyatîfa ku daxwaza lidarxistina kongreyeke niştimanî ya opozîsyonê dike de, gotûbêjan bike. + +Însiyatîfa ku wek ";Însiyatfîa Kurdî"; tê binavkirin, daxwaza avakirina Sûriyeke piralî û ne merkezî dike, tevî çareserkirina doza Kurd li gor peyamanên navdewletî. + +Ji bo pêkanîna van armancan jî, dawaza girêdana kongreyeke niştimanî dike ku tê de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê beşdar bibin ji bo ku komîteyekê ava bikin û nûneratiya opozîsyonê bike li ser asata navdewletî. + +Ev însiyatîf destpêkê li ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat pêşniyarkirin û tevî ku ENKSê gotiye berî peydakirina zemîneyekê ew ti karê hevbeş ligel EGRKê nake, lê wê heta niha bi fermî bersiva pêşniyarê nedaye. + +Di dawiya meha borî de, şandeke Desteya Hemahengiya Niştimanî ku wek opozîsyona hundir tê naskirin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de cih digire, serdana bajarê Qamişlo kir û piştgirî da Însiyatîfa Kurdî. +Bertile (Rûdaw)- Li gundê Muwefeqiye yê ser bi nahiyeya Bertila ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve du otombîlên bomberkirî teqiyan û li gor amarên destpêkê 4 kes hatine kuştin û 51 kesên din jî birîndar bûne. +Nûnerê Şebek li Parlamentoya Iraqê li parzêgeh Neynewe, Salim Cûme Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:";Îro serê sibehê demjimêr 05:10 bi dema Hewlêrê, otombîleke bombekirî li gundê Muwefeqiye ya ser bi bajarêk Bertile ve teqî, piştî kombûna xelkê li cihê teqînê otombîleke din teqiya, di encama her du teqînan de 4 kesan jiyana xwe jidest dan û 51 kesê din jî birîndar bûn."; +Salim Cûme Xidir rexne li rola Artêşa Iraqê li navçeyê girt û ragihand ";Ew navçe di bin kontrola artêş û hêzên ewlekarî yên Iraqê de ne û berpirsiyarin di ber têkşûna rewşa ewlekariyê li wê navçeyê. Em qebûl nakin ku hêzên ewelkarî yên Iraqê li navçeyê bimînin û daxwaz li Herêma Kurdistanê dikin ku bizûtirîn dem hêzên Pêşmerge bişîne navçeyê."; +Navhatî da zanîn jî ku: ";Bi mebesta vekişana hêzên Iraqê û hatina hêzên Pêşmerge, îro jî ew dê dest bi helmeteke komkirina îmzeyan li navçeyê bikin û hêvî dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaziyên me pêk bîne."; +Gundê Muwefeqiye ser bi bajarokê Bertile ve ye, ku dikeve li ser riya serekî ya Hewlêr-Mûsilê de, şêniyên gund jî Kurdên Şebek in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Du hemwelatiyên din ên bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin girtin. + +Hemwelatiyên Kurd ên bi navên Sefîn Hacî û Ehmed Xalindî ku xelkê gundê Qereqişlaq ya bajarê Mehabadê ne. + +Li gorî zaniyariyên ku çalakvanên Kurd belav kirine, berî çend rojan ew du kes wenda bûn û niha jî aşkere bû ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine girtin û sedema girtina wan jî nediyar e. + +Girtina wan du hemwelatiyên Kurd piştî wê pêla girtinan li Mehabadê tê ku di her du heftiyên borî de çend hemwelatiyên wî bajarî hatin girtin. + +Kesên ku hatine girtin bi tometa ku destê wan di teqîna sala 2010an de heye ku di nava merasîmeke Besîc de pêk hatibû. + +Lê velê partî, sazî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê van tometan red dikrin û dibêjin ev tometan bi armanca girtin û tirsandina ciwanên Kurd e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pasdarên Îranê bi avakirina du navendên xwe yên leşkerî li sînorê Qendîlê dixwazin wan deveran kontrol bikin ku heta niha ew navçe wek navendên serekî yên gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. + +Hêzên Pasdarên Îranê dest bi avakirina navendên leşkerî yên mezin li sînorê Qendîlê kirine ku heta niha ew navçe di bin kontrola gerîlayên PKKê de bûn. + +Nexşerêya avakirina wan navendan, sala borî hatibû amadekirin û rêyên ku digihin wan navendadn ber bi temambûnê ve diçin. + +Li gorî zaniyariyan, ew rê ber bi girê Casûsan ve diçin ku du navendên leşkerî yên Komara Îslamî wê lê bên avakirin. + +Xelkê wê navçeyê ji hêla Rojhilat ve nizanin ka ew rê ji bo çi tên çêkirin. + +Navendên nû yên leşkerî yên Îranê ku di van salên dawî de li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatine çêkirin, hejmara wan gihiştiye zêdetirî 30 navendan. + +Avakirina navendên leşkerî li ser wan sînoran piştî çend civînên serkirdeyên leşkerî û emnî yên Îranê li parêzgeha Sine tê ku Îranê hewlên xwe ji bo parastina sînoran xort kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- 16 kes ji birîndarên her du teqînên gundê Muwefeqiye yê ser bi bajarokê Bertile ve bo nexweşxaneya Emergenci li bajarê Hewlêrê hatin veguhestin. +Peymanêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê, Rengîn Şero ragihand ku ";16 birîndarên her du teqînan bo Hewlêrê hatin veguhestin û 6 birîndarên din jî hatine veguhestin lê hê negihiştine Hewlêrê."; +Peyamnêra Rûdawê da zanîn jî ku: ";Neştergerî bo 7 birîndaran hatiye kirin û bi awayekî gitşî rewşa wan tenduristî cîgîre."; +Îro, 06.06.2014, ser sibehê li gundê Muwefeqiye yê ser bi nahiyeya Bertila ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve du otombîlên bomberkirî teqiyan û li gor amarên destpêkê 4 kes hatine kuştin û 51 kesên din jî birîndar bûne. + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin, wê serdana Tirkiyê bike û ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bicive. + +Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ku partiya wî jî di nav rêveberiya xweseriyê de cih digire, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda wan bi armanca gotûbêjkirin Însiyatîfa Kurdî ya derbarê lidarxistina kongreyeke niştimanî ji bo opozîsyona Sûriyê, wê biçe Tirkiyê û bi berpirsên hevpeymaniya opozîsyonê re bicive. + +Mihemed Mûsa ku partiya wî endama Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû û piştî avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk, ji ENKSê vekişiya, diyar kir ku şanda wan ji 4 kesan pêk tê û ew niha amade ne biçin Tirkiyê. + +Malpereke nêzîkî PYDê li ser zarê çavkaniyeke ku navê wî aşkere nekiriye, veguhestiye ku şanda rêveberiya xweseriyê wê roja 6ê hezîranê biçe Tirkiyê. Mihemed Mûsa derbarê vê yekê de ti zaniyarî nedan û tenê got ku ew ji bo çûna Tirkiyê amade ne. + +Însiyatîfa ku wek ";Însiyatfîa Kurdî"; tê binavkirin û ji aliyê partiyên rêveberiya xweseriya demokratîk ve hatiye pêşkêşkirin, daxwaza avakirina Sûriyeke piralî û ne merkezî dike, tevî ku dixwaze doza Kurd li gor peyamanên navdewletî were çareserkirin. + +Ji bo pêkanîna van armancan jî, ew partî dawaza girêdana kongreyeke niştimanî dikin ku tê de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê beşdar bibinû komîteyekê ava bikin ku nûneratiya opozîsyonê li ser asata navdewletî bike. + +Di dawiya meha borî de, şandeke Desteya Hemahengiya Niştimanî ku wek opozîsyona hundir tê naskirin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de cih digire, serdana bajarê Qamişlo kir û derbarê Însiyatîfa Kurdî gotûbêj ligel rêveberiya xweseriyê kir. Sekreterê Partiya Çep a Kurdî jî dibêje, nêrîna desteya hemahengiyê derbarê vê mijarê de erênî bû. + +Ev însiyatîf destpêkê li ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat pêşniyarkirin û tevî ku ENKSê gotiye berî peydakirina zemîneyekê ew ti karê hevbeş ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê nake, lê wê heta niha bi fermî bersiva însiyatîfê nedaye. + +Amed (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demêratş ragihand ku wî daxwazên dayikên di girevê bo Koma Civakên Kurdistanê (KCK) şandine. +Piştî ku roja 18ê Gulanê 3 dayik li pêş şaredariya Amedê ketin girevê de, wek nerazîbûnekê li ser ";Revendina zarokên wan ji aliyê PKK ve"; , wan jinan li bajarên Amed, Karis, Ezrzerom û Izmîrê ketin gireva nerazîbûnê de û daxwaz kirin ku PKK zarokên wan vegerîne. +Hevdem du ji wan dayikan soz ji Selahedîn Demîrtaş wergirtin lewma dawî bi gireva xwe anîn. +Demîrtaş ligel dayikan civiya û soz da wan ku ew dê daxwaza wna bighîne Îmralî û Qendîlê. +Herwiha Hevserokê BDP di daxuyaniyekê de, îro, Înê amaje kir ku: ";Min ti carî negotiye ku dayik bo girevê wergirtine."; + +Hewlêr (Rûdaw)- 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin girtin û malbatên wan ti agahiyan li ser wan nizanin. + +Malbata yek ji wan ciwanên girtî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku her pênc kes duh pêncşemê, dora saet 3yê serê sibehê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî sînorê parêzgeha Neynewayê bûn. + +Bi gotina wê malbatê, ew 5 ciwanên Rojava ji aliyê hêzên fewca 2 ya artêşa Iraqê li Mûsilê hatin girtin û ew ber bi zindana Nemrûd ve birin. + +Di nava wan 5 kesan de, 3 kes xelkê bajarokê Qebasîn ê girêdayî parêzgeha Helebê ne û navên wan: Hemze Remezan Misto, Mehmûd Mihemed Misto û Elî Hisên Coleq in. + +Bajarokê Qebasîn di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ye û di vê dema dawî de gelek Kurdên li wî bajarokî û derdora wî ji aliyê DAÎŞê ve hatin girtin. + +Roja 3yê nîsanê, 27 ciwanên din ên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve li nêzîk nahiyeya Tilkêf a girêdayî parêzgeha Neynewayê ve hatibûn girtin û roja 29ê gulanê hatin berdan. + +Makû (Rûdaw) – Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama bûyereke tirafîkê de kesek mir. + +Li bajarê Makûyê, otomobîlek ket nav çemê Zingimarê û di bûyerê de kesek mir. + +Qaymeqamê Makûyê Şahîn Elîzade diyar kir, otomobîl ji curê ";pride"; bûye ku li ser pira destpêka bajêr ve ketiye nav çem. + +Elîzade anî ziman, ji ber ku ava çem şêlû bû piştî 3 saetan tîmên rizgarkirinê karîn otomobîlê ji avê derbixin û got, di nav otomobîlê de tenê şofêr hebû ew jî miribû. + +Li gorî agahiyên qaymeqamê Makû, lêkolîn derbarê bûyerê her wiha nasnameya kesê mirî de dest pêkiriye. + +Ormiye (Rûdaw) - Nûnerê bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê, Abdi Fettahî ji Herêma Kurdistanê xwest, li parêzgeha Ormiyê bi taybet li bajarê Ormiyê sermiyanê xerc bike û projeyên berhemanîn li wir cî bi cî bike. +Nûnerê azerî yê bajarê Ormiyê li Parlamentoya Îranê, Nazdir Qazîpûr ragihandiye, ew dijberiya her cure danîn û xerckirina sermiyanê ya Herêma Kurdistanê ne li bajarê Ormiyê û gotiye, çavên me vekirî ne û em nahêlin bi ";pereyên pîs"; li ser Ormiyê biryar bê dayîn. +Wî nûnerê azerî yê Ormiyê, bi awayekî nerasterast Herêma Kurdistanê şibandiye şeytan û gotiye, ew rê nadin karsazên Başûrî ku li Ormiyê kar bikin. +Li hember vê yekê, nûnerê kurd ê Ormiyê Abid Fettahî, berovajî hevkarê xwe yê azerî hizir dike û dibêje, Herêma Kurdistanê di warê sermiyan û geşekirina aborî de serkeftî bûye ji ber wê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike, li parêzgeha Ormiyê bi taybet li bajarê Ormiyê dest bi berhemanînê bike. +Nûnerê Ormiyê li Parlamentoya Îranê Abdi Fettahî, ji Rûdawê re got ku ew ji her hewl û bernameyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona berhemananîn û xerckirina sermiyanê li Ormiyê piştgirî dikin. beriya niha nûnerê azeriyên Ormiyê ragihandibû, ew nahêlin Herêma Kurdistanê li Ormiyê sermiyanê xerc bike. +Fettahî, diyar kir ku berjewendiya Ormiyê di wir de ye ku pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re qayîmtir bike û da zanîn, wî çend caran ev mijar li nav parlamentoya Îranê de xistiye rojevê. + +Kurdên Ormiyê dibêjin, azeriyên bajêr ketine bin bandora tevgerên nijadperest ên Tirkiyê û Azerbaycanê û ew her du dewlet bi rêya azeriyan dixwazin demografî û rûçkê Ormiyê bidin guhertin û nasnameya Kurdistanîbûna wê wenda bikin. + +Lewma kurd dixwazin Herêma Kurdistanê girîngiyek zêde bide parêzgeha Ormiyê ji ber wê jî daxwaz dikin Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe li Ormiyê vebike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa diyar kir, ew derfeta ku niha ji Herêma Kurdistanê re hatiye pêş firsendek baş e ji bona serxwebûnê. Mistefa her wiha got, êdî Herêma Kurdistanê xwe nake qurbana berjewendiyên Amerîka. + +Li gorî ajansa Cîhanê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê axivî û got, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe biryar dide û dixwaze li deverê aramî hebe lê em naxwazin ev aramî li ser hesabê wê be ku zirarê li kurdan bide. + +Felah Mistefa, wiha axivî: ";Me gellek dît û gellek kişand. Ji ber wê jî dema wê hatiye ku gelê kurd bikaribe bi aramî û kêfxweşî bijî."; + +Wî rayedarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman ku eger Amerîka li hember meseleya hinartina nefta Kurdistanê bêalî be wê demê ew dê bêdeng bimînin û wiha daxuyand: ";Ev 6 meh in Bexdayê mûçeyên Kurdistanê birriye, çima Amerîka dengê xwe dernaxe û nabêje Bexda tu çima wisa dikî?";. + +Felah Mistefa destnîşan kir ku firotina petrola Herêma Kurdistanê sûrprîz nebû û wiha axivî: ";Me ji hemû aliyekî re gotibû eger wisa nekin emê wiha bikin. Eger em îro nekarin serbixwe û azad bin êdî em qet nikarin wisa bin. Lewma divê em wêrek bin û baweriya me bi xwe û bi gelê me jî hebe. Civaka navdewletî jî vê yekê qebûl dike."; +Amerîka li hember firton û hinartina nefta Kurdistanê gotibû, ji ber ku ew neft bêyî rizamendiya Bexdayê tê firotin em qebûl nakin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Bakûrê Kurdistanê, kamyonek derbasî devera mînkirî ya li navbera Nisêbîn û bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bû, ji ber wê jî sernişînên wê bi vîncê hatin rizgarkirin. + +Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê îro bûyerek tirafîkê ya sosret çêbû. + +Kamyoneke biçûk ku tê de 3 kes hebûn bi barê xwe ve ji rê derket û derbasî nav devera mînkirî ya ser sînorê Bakûr û Rojava bû lê ti mînek bi kamyonê de neteqiya. + +Ji ber hebûna mînan, kesên ku di kamyonê de bûn nekarîn jê peya bin lewma tîmên rizgarkirina şaredariya Nisêbînî ew bi vîncê rizgar kirin. + +Di bûyerê de tenê şofêr û her du kurên xwe birîndar bûn û derbasî nexweşxaneya Nisêbînê hatin kirin û kamyon jî bi vîncê ji nav mînan hat rakişanidn. + +Kerkûk (Rûdaw) – Turkmanên parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, ku beriya niha razî nebûn Kerkûk bibe beşek ji Herêma Kurdistanê lê piştî hilbijartinan helwesta xwe guherîne. + +Piştî ku encamên hilbijartinên 31ê Nîsana îsal ên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin, helwesta turkmanên Kerkûkê jî li hember vegera Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê hat guhertin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî ragihandina encamên hilbijartinan, PDK û YNK cihê cihê bi turkmanên Kerkûkê re rûniştine û ev jî bûye sedema guhertina helwesta turkmanan li ser Kerkûkê. + +Helwesta nû ya turkmanên Kerkûkê ew e ku divê Kerkûk destpêkê bibe herêmek xweser û paşê referandom tê de bê kirin ka xelkê parêzgehê çi biryarê didin. + +Siyasetmedarên kurd û turkmen jî vê nêzîkbûnê bi pêwîst dibînin û dibêjin, di navbera kurd û turkmanan de hevbeşî û nêzîkatî her dem hebûye û divê ev yek bidome… + +Helbet nêzîkatiya navbera kurd û turmanên Kerkûkê, erebên wê deverê tirsandine. Ereb ji aliyekî ve pêşwaziya vê nîzîkbûnê dikin lê li aliyê din jî hişyarî didin ku nabe ev nêzîkbûn li dijî berjewendiyên ereban be. + +Di hilbijartinên 31ê Nîsanê yên Iraqê de, li Kerkûkê kurdan dengên herî zêde bidest xistin û li pey kurdan turkman dihatin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, avahiya Encumena Serokatiya PDKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrişa çekdar hatiye lê êrişker hatine desteserkirin. + +Berdevkê Encumena Serokatiya PDKê li Silêmaniyê, Ebdulwehab Elî ji Rûdawê re got, şeva borî derdora saet 01:00 bi dema Hewlêrê, 2 kesan bi çeka ji curê demançe gulle berdan pasewanên avahiya partiyê. + +Ebdulwehab Elî da zanîn, lê pasewanên avahiyê karîn wan êrişkeran bigirin û radestî hêzên polîs bikin. + +Derbarê nasnameya wan her du êrişkeran de jî Elî got, yek ji wan nasnameya Wezareta Pêşmerge pê re bû yê din jî nasnameya Wezareta Xwendina Bilind pê re bû. + +Li gorî wî rayedarê PDKê, ev cara 27emîn e ku avahiya wan li Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî tê. + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, di çarçoveya doza KCKê de 5 girtiyên kurd hatin berdan. + +Îro li bajarê Amedê, rûniştina doza KCKê li dadgeha duyemîn a cezayê giran hat lidarxistin. + +Li gorî agahiyan, dadgehê biryara berdana 5 girtiyan da ku di nav wan de şaredarê berê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Aydin Bûdak jî heye. + +Navên kesê ku hatin berdan wiha ne: Aydin Bûdak, Mûsa Farisoglullari, Aygul Arat, Mustafa Ocaklik, Ebdulserdest Tan. + +Hat gotin, ji doza KCKê 37 girtî jî hîn di zîndana Amedê de ne. + +Mexmûr (Rûdaw) – Di encama teqîna otomobîleke bombekirî li ser pira navbera devera Guwêr û bajarokê Mexmûryê yê Başûrê Kurdistanê de 2 polîsên iraqî birîndar bûn û beşek mezin ji pirê hilweşiya. + +Efserekî Iraqî ji Rûdawê re got, îşev otomobîleke ji curê GMC ku ji bajarê Mûsilê ber bi bajarokê Mexmûrê ve diçû, li ser pira navbera devera Guwêr û Mexmûrê teqiya. + +Wî efserî da zanîn, otomobîl bombekirî bû û ji ber wê jî 50 metre ji pirê hilweşiya û di bûyerê de 2 polîsên iraqî jî birîndar bûn ku bo nexweşxanê + +Hewlêr (Rûdaw)- Zarokeke 14 salî ya Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi guleyên alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed hat kuştin. + +Piştî ku encamên hilbijartinên serokatiya Sûriyê di berjewendiya Esed de hatin ragihandin, alîgirên rejîma Esed daketin cade û kolanên Qamişlo û bi awayekî zêde gulle berdan. + +Di encama wê gullebarana heremekî de, keçeke Kurd a 14 salî bi navê Aya Mihemed Elî birîndar bû û roja pêncşemê li nexweşxaneyeke Qamişlo jiyana xwe ji dest da. + +Aya Mihemed, keçeke behremend bû û di nav komeke filiklorî de li bajarê Qamişlo stran digotin. + +Malbata keça Kurd Aya Mihemed Elî li taxa Hilêliyê li Rojavayê bajarê Qamişlo ku taxeke niştecî ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji roja 24ê gulanê de gelek malbatên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne, çalakiyên rûniştinê li Amedê li dar dixin û cara yekeme ku çalakiyeke wiha li Tirkiyê bi vê şêweyî tê lidarxistin. Hemû medyaya Tirkiyê û siyasetmedarên hikûmet û opozîsyonê dikin mijara sereke di axafitên xwe de û êdî ji mijara çalakiyê zêdetir dibe mijareke siyasî li Tirkiyê. + +Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji medyayê re ragihand ku ";pêvajoya aştiyê ku ev nîzîkî sal û nîvekê ye bê şer dimeşe, wê rê vekir ku malbatên wiha bikaribin çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin û dengên xwe bighînin her derê, ev bi xwe berhemeke ji berhemên pêvajoya aştiyêû pêwîste êdî ev pêvajo li ser jêrzemînekî qanûnî bimeşe ku rê li pêş derketina çiyan bigre";. + +Li bajarê Amedê piştî civîna ku ji aliyê saziya lêkolîn û pêşvebirinê ya AKPê ve derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de hate lidarxistin ku berpirsiyarê pêvajoyê Beşîr Atalay, wezîrê çandiniyê Mehdî Eker, wezîrê karên hundir Efkan Ala û gelek lêkolîner, rojnamevan, parlamenter û akademîsyen jî amade bûn, Atalay serdana wan malbatên kir ku ji bo zarokên wan vegerin çalakiyan li dar dixin. + +Beşîr Atalay ji wan re axifî ku pêwîste her kes xwe bi pêvajoyê ve girêde û alîkariyê bike, ji ber serkeftina pêvajoyê tê wê wateyê ku êdî şer nemîne û kes jî dernekeve çiya û yên li wir jî vegerin. + +Atalay got ";Em wek hikûmet ev demeke dixebitin ku zarokên we vegerînin, lê xebatên me ne tenê ji bo vegerandina wan zarokane, lê em dixwazin hemû kesên li wir dimînin jî vegerin malên xwe û li bajaran siyasetê bikin û dev ji çekan berdin";. + +Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş roja înê piştî vekirina bingeha projeya avakirina avahiya şaredariya Amedê ji raya giştî re diyar kir ku wî roja ku bi malbatan re hevdîtin pêk aniya daxwazên wan gihandin rayedarên KCKê. + +Demîrtaş anî ziman ku ";AKPê li ser êşa van dayikan siyasetê dike"; û got ";Başe dema zarokên Kurd bi destê polîs û leşkerên Tirkiyê ve tên kuştin, Erdogan li kû ye, dema ku hêzên ewlekariyê zarokên Kurd dibin û bê sebeb wan îşkence dikin, çima wek niha bi dayikên wan nafikre, niha Erdogan li ber hêsirên dayikên Kurd dikeve, eger ew raste bila tîmeke desthilatdar çêbike û rê bike da vê kêşeyê em bi hevre çareser bikin, ne tenê li ser mîkrafonan biqîre û çep û rast tometan belav bike";. + +Herçend çalakiyên van malbatan gengeşeke mezin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêkiribe jî, lê ti kes nikare înkar bike ku wan guvêşeke mezin li ser hikûmeta Tirkiyê jî çêkir ku eger rast hikûmet naxwaze kes biçe çiya, pêwîste êdî gavên cidî di pêvajoyê de bavêje, û rêya vegera kesên li çiya dimînin jî veke. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê çend taxên bajarê Mûsilê kontrol kirine û hejmarek mezin a xelkê ji bajêr direvin, rêveberê asayişa Duhokê jî dibêje ku hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna her rewşekê. + +Rêveberê asayişa parêzgeha Duhokê Bijar Kuremarkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Sînorên me ligel parêzgeha Neynewayê yekin, bi tekîd têkçûna aramiya wê parêzgehê dê bandora wê li ser me jî hebe";. + +Bijar Kuremarkî herwiha got ";Heta niha ti liv û tevgerek li sînorê parêzgeha Duhokê tine ye ku metirsiya wê li ser asayişa me hebe, lê emê tedbîrên xwe bistînin û ji hemû aliyekî de em di amadebaşiyê de ne";. + +Berî niha, Rêveberê asayişa Mûsilê Yasir Haşim ji Rûdawê re ragihand ku heta îro sibehê li taxên Yermûk, 17ê temûz, Qahîre û Întîsar ên bajarê Mûsilê şer di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên ewlekariyê de berdewam dike. + +Yasir Haşim aşkere kir ku 80% ji rêyên Mûsil-Rebîhe, Mûsil-Tilefer, Mûsil-Bexda û Mûsil-Tikrît di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne û rêya Mûsil-Guwêr jî gelek metirsîdar e. + +Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê li bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê her du taxên Îslah Zîraî û Bewabet el-Şam ên Mûsilê kontrol kirine û nişteciyên her du taxan berê xwe dane bajarokê Bertila. + +Qamişlo (Rûdaw)- Rojnamevanekî Kurd li bajarê Qamişlo rastî êrîşa şervanên Yekîneyên Parastina Gel hat û bi giranî birîndar bû, Yekîtiya Ragihandina Azad jî êrîşê şermezar dike. + +Roja pêncşemê rojnamevanê Kurd û peyamnêrê televizyona War li Qamişlo Îbrahîm Îsa, dema ku dixwest wêneya teqîna li çerxerêya Hilko bikişîne ku tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hêzên YPGê ve rastî êrîşê hat. + +Yekîtiya Ragihandina Azad ku xwe wek aliyê berpirsyarê rojnemavanan li Rojavayê Kurdistanê dide naskirin, daxuyaniyek derbarê vê bûyerê de derxist. + +Di daxuyaniyê de li ser zarê Îbrahîm Îsa hatiye gotin ku ";wî xwestiye ji şervanên YPGê re bêje ku ew rojnamevane, lê belê wan guh nedan gotinên wî û bi giranî lêxistin û mobayla ku pê wêne dikişand jî jê standin";. + +Yekîtiya Ragihandina Azad ku di daxuyaniyê de dibêje Îbrahîm Îsa yek ji endamên yekîtiya wan e, got ku ";ew destdirêjiya ne exlaqî ya ku ji aliyê şervanên YPGê ve li dijî Îbrahîm hatiye kirin, şermezar dike";, herwiha ji fermandariya YPGê xwest ku ligel rojnamevanan hevkar be û wan biparêze. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mezinê şêwirmendên siyasî yên serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan ragihand ku axaftinên hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş li ser Erdogan û hikûmetê ";gelek tûj û ne di ciyê xwe de ne";. + +Akdogan di hevdîtinekê de bi rojnameya Miliyet a tirkî diyar kir ku rêberê PKKê Abdullah ";Ocalan bi dehê salane li Rojhilata Navîn siyasetê dike êdî ew ji yên din hemûyan bêhtir rewşa Sûriyê û pêvajoyê dixwîne û bêhtir bi hestyarî daxuyaniyan dide";. + +Yalçîn Akdogan anî ziman ku ";hinek li aliyekî dibêjin ew dixwazin çekan ji rojevê derxînin û li aliyê din, ciwanan birêdixin, rêyan digrin û pevçûnan gerim dikin, ev tev jî li dijî naveroka pêvajoyê ne";. + +Mezinê şêwirmendên siyasî yên Erdogan herwiha got ku ";dema ku êdî pêvajoya aştiyê dê bigihêje gavavêtinên cidî, birina zarokên xelkê li ser çiya tê wateya lêxistina wê pêvajoyê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda rêveberiya xweseriya demokratîk dixwaze biçe Tirkiyê ji bo ku ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bicive, lê heta niha Tirkiyê rê nedane ku şande derbas bibe. + +Biryar bû duh şanda rêveberiya xweseriyê derbasî Tirkiyê bibe û li Stenbolê ligel hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê derbarê însiyatîfa xwe ya taybet bi girêdana kongreyeke niştimanî de gotûbêjan bike. + +Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha rayedarên Tirkiyê li ser sînor serdana şanda xweseriyê erê nekirine. + +Mihemed Mûsa ku yek ji endamên şandeyê ye, diyar kir ku ew ji serdana Tirkiyê amade ne û li benda erêkirina rayedarên Tirkiyê daku derbas bibin. + +Însiyatîfa ku wek ";Însiyatfîa Kurdî"; tê binavkirin û ji aliyê partiyên rêveberiya xweseriya demokratîk ve hatiye pêşkêşkirin, daxwaza avakirina Sûriyeke piralî û ne merkezî dike, tevî ku dixwaze doza Kurd li gor peyamanên navdewletî were çareserkirin. + +Ji bo pêkanîna van armancan jî, ew partî dawaza girêdana kongreyeke niştimanî dikin ku tê de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê beşdar bibin û komîteyekê ava bikin ji bo ku li ser asata navdewletî nûneratiya opozîsyonê bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdvekê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşa ku ji aliyê şervanên YPGê ve li dijî rojnamevanê Kurd Îbrahîm Îsa li Qamilo de hatiye kirin, aşkere kir ku ew şervan hatine girtin û dê bên muhasebekirin. + +Roja pêncşemê rojnamevanê Kurd û peyamnêrê televizyona War li Qamişlo Îbrahîm Îsa, dema ku dixwest wêneya teqîna li çerxerêya Hilko bikişîne ku tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hêzên YPGê ve rastî êrîşê hat û bi giranî ew birîndar kirin. + +Li hember vê êrîşê, Yekîtiya Ragihandina Azad ku xwe wek aliyê berpirsyarê rojnemavanan li Rojavayê Kurdistanê dide naskirin, daxuyaniyek derxist û tê de tevî şermezarkirina êrîşê, ji fermandariya YPGê xwest ku ligel rojnamevanan hevkar be û wan biparêze. + +Derbarê vê daxwazê de, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyaniyek belav kir û tê de got ku ";destdirêjya ku ji aliyê şervanên YPGê li dijî wî rojnamevanî hatiye kirin bi ti awayekî nayê qebûlkirin û li dijî siyaseta YPGê û moral û reftarên wê ye";. + +Rêdûr Xelîl tekîd kir ku ew bûyer ";karekî tekane ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin";, herwiha got ku ";şervanên destdirêjî kirine ser rojnamevan Îbrahîm Îsa niha hatine girtin û dê li gor peyrewa navxweyî ya YPGê bên muhasebekirin";. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) êrişî bajarê Mûsilê û derdora wî bajarî kir û beşek jê xist bin kontrola xwe, hêzên Pêşmerge û Asayişa Herêma Kurdistanê li wan deveran ketin amadebaşiyê. + +Rêveberê Ragihandin û Zaniyarêyê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re got, em wek wezareta pêşmerge fermana fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê (Mesûd Barzanî) cî bi cî dikin û bi fermana wî hêzên pêşmerge dixin hereketê lê heta niha di vî warî de ti fermanek ji wî nehatiye dayîn. + +Helgurd Hîkmet, diyar kir ku ew dizanin ku xelkê devera Mûsilê hemû dixwazin hêzên pêşmerge herin wê derê û wan biparêzin lê heta niha rêxistina DAIŞê êrişî netewa kurd li wê deverê nekiriye. + +Beriya niha, endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê, Xezwan Dawûdî ji Rûdawê re gotibû, em ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwazin ku hêzeke zêde ya pêşmerge û asayişê bişîne wê deverê ji bona parastina kurdan bi taybet kurdên şebek ku her dem dibin hedefa êrişên çekdarên radîkal. + +Rêveberê ragihandin û zaniyarî yê wezareta pêşmerge her wiha got ku hêzên wan li deverên hevsînor bi Mûsilê re ketine rewşa amadebaşiyê û wiha axivî: ";Lê ev amadebaşî nayê wateya liv û tevgera serbazî. Hêzên pêşmerge ji ber rewşa li Mûsilê ketine amadebaşiyê û ev jî tiştekî normal e."; + +Helgurd Hîkmet, her wiha ragihand ku hêzên ku li devera aloz in ji sala 2003an li wê derê hatine bincecîkirin û wiha anî ziman: ";Me ti hêzeke din negiriye wê derê. Ezmûna me li wan deveran bûye sebeb ku xelkê wê deverê daxwaz ji me bikin da hêzeke zêde bişînin wir ji bona parastina wan."; + +Rêveberê Asayişa Dihokê, Bijar Kuremarkî jî ji Rûdawê re gotibû, heta niha ti liv û tevgereke leşkerî li nav sînorê parêzgeha Dihokê de çênebûye û heta vê gavê ti metirsiyek li ser asayişa deverê tine lê me tedbîrên xwe girtine û em di rewşa amadebaşiyê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Ew zilamê ku çend roj berê hevjîna xwe ya 15 salî ya bi Dinya li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê kuştibû, di peyameke vîdyoyî de li sûcê xwe mukir hat û ragihand, wî ji bona ";parastina şerefa xwe"; ev yek kiriye. + +Di destpêka meha borî ya îsal de, li Komelgeha Kelekçî ya Dihokê, zilamê bi navê Silêman Ziyab Yûnis, hevjîna xwe ya bi navê Dinya ya 15 salî, bi hêceta ku xiyanet lê kiriye, kuştibû û xwe veşartibû. + +Lê Serokê Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer îro li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku tohmetbarê kuştina Dinyayê peyameke vîdyoyî ji parlamentoyê re şandiye û tê de li sûcê xwe mukir hatiye. + +Soran Omer her wiha aniye ziman ku wî zilamî ku navê wî Silêman Ziyab Yûnis e, di vîdyoyê de gotiye ku wî di odeya razanê ya hevjîna xwe de xortek dîtiye lewa ji bona parastina şerefa xwe hevjîna xwe kuştiye. + +Wî parlamenterî daye xuyakirin ku dê vê belgeyê radestî polîs bike da ku wek belgeya lixwemukirhatinê were bikaranîn. + +Di vîdyoyê de tohmetbarê kuştina Dinyayê, destê xwe datîne ser Quranê û bi erebî dibêje, ji ber ku min di odeya razanê ya hevjîna xwe de xortek dîtiye lewa min ew kuştiye…. + +Tê zanîn, heta niha jî tohmetbarê kuştina Dinyayê nehatiye girtin. + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, hêzên polîs û leşkerên tirk mudaxeleyî çalakiya rûniştinê ya nerazîbûna li hember çêkirina qereqolan û encamdana operasyonan kirin. Di bûyerê de herî kêm kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn. + +Ev nêzîkî 15 roj in li ser rêya bajarên Çewlik û Lîcê û li kêleka gundê Çeperê komek çalakvan û welatî li dijî çêkirina qereqolan û encamdana operasyonên leşkerî çalakiya rûniştinê pêk tînin. + +Çalakvan îşev rastî mudaxeleya tund a hêzên ewlehiyê hatin û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket. + +Li gorî DÎHAyê, di aloziyê de hêzên ewlehiyê gulle berdan xwepêşanderan ku bû sebeba mirina jineke 50 salî û birîndarbûna 2 kesên din. + +Hat gotin, rewşa birîndarekî giran e ji ber wê jî bi helîkopterê rakirine nexweşxaneya Amedê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Lêjneya Çavkaniyên Sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê car din li ser hinartina petrola Kurdistanê bicivin. + +Serokê Lêjneya Çavkaniyên Sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Şêrko Cewdet, ji Rûdawê re got, lêjneya çavkaniyên sirûştî dê sibê danê êvarê bi şêwirmendên hiqûqî yên Encumena Wezîran a Kurdistanê re li parlamentoyê bicive. + +Dr. Şêrko Cewdet, diyar kir ku civîna sibê li ser pêşniyar û daxwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê lidarxistin ku di civîna roja çarşemê (4ê Hezîranê) anîbû ziman. + +Serokê lêjneya çavkaniyên sirûştî destnîşan kir ku di civînê de dê li ser çawaniya danîn û organîzekirina pêwendiyên navbera lêjneyê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî de were axaftin. + +Dr. Cewdet, eşkere kir ku di cîvnê de her wiha dê li ser mijara danîna sindoqa pere û dahata neft û gaz û damezirandina şîrketa neftê ya taybet a Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê otombîleke bombekirî û xwekujek li nav asayişa bajarokê Celewlayê û komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) teqiyan. Rêveberiya bajarokê jî dibêje ku tevî ziyanên madî, kuştî û birîndar jî hene. + +Rêveberê bajarokê Celewlayê Enwer Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro serê sibehê otombîleke bombekirî li nav asayişa Celewlayê û komîteya YNKê teqiya û piştî ku xelk û hêzên ewlekariyê li dora cihê teqînê kom bûn, xwekujekî jî xwe teqand";. + +Enwer Hisên herwiha diyar kir ku ew nizanin hejmara kuştî û birîndaran çiqase, lê kuştî û birîndar di encama her du teqînan de hene. + +Li gor amarên ne fermî, di teqînê de zêdetirî 40 kuştî û birîndaran hene. + +Bi gotina endamekî komîteya YNKê li Celewlayê, berpirsê komîteya YNKê Xelîl Xudadad di teqînan de birîndar bûye. + +Enqere (Rûdaw)- Biryara bû kongeraya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) îro 8/6/2014 bihata lidarxistin, lê kongre hat paşxistin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kongreya BDPê wê roja yekşemê 15/6/2014 bê lidarxistin. + +Derbarê sedemekê paşxistina kongreyê de, berpisrekî BDPê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji Rûdawê re got ku ";hîn amadekariyên kongreyê temam nebûne û salona ku biryare kongre lê bê kirin amade nebûye ji bo kongreyê";. + +Heman berpisrî tekîd kir ku kongreya BDPê dê 15ê vê bê lidarxistin. + +Di kongreyê de biryar e BDPê navê xwe biguhere û li bendê ye ku navê wê bibe Partiya Herêmên Demokratîk (PHD). + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan diyar kir ku çalakiyên Li Lîcê û çiyayê Meskanê ";çirîska berxwedanê ye";. + +Kalkan ji ragihandinên nêzîkî PKKê re axifî û gef li hikûmeta AKPê xwar ku ";ew kesên bi guleyan êrîşî çalakvanan dikin ewê hesabê wê dubare bidin, ji ber wê bila ew hişê xwe têxin serê xwe û sînorê xwe jî baş bizanibin";. + +Duran Kalkan destnîşan kir ku ";çalakiya li Lîcê ya Amedê û Meskanê ya Colemêrgê çalakiyeke siyasî ye û bertekike ji helwestên AKPê derbarê pêvajoya aştiyê, ji ber hikûmetê heta niha tenê demê derbas dike û ti gaveke cidî navêje";. + +Ji 20ê meha gulanê ya borî de li navçeya Lîcê, çiyayê Meskanê û li gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê bi armanca protistokirina çêkirina qereqolên nû, çalakî tên lidarxistin. + +Di encama van çalakiyan de gelek pevçûnên dijwar di navbera çalakvan û leşkerên artêşa Tirkiyê de qewimîne û heta niha jî ew çalakî berdewam dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îsalmî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) berpirsiyariya her du teqînên ku îro sibehê li bajarê Celewlayê çêbûne, girte stûyê xwe û dibêje ku ew wek ";tolhildanekê ye li hember girtina xuşkên misilman li Xaneqîn û Kurdistanê";. + +Îro sibehê otombîleke bombekirî li nav avahiya asayişa bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyaleyê teqiya û piştî ku xelk û hêzên ewlekariyê li derdora cihê teqînê kom bûn, xwekujekî jî xwe di nav wan de teqand. + +Rêxistina DAÎŞê daxuyaniyek derbarê her du teqînan de li ser rûpeleke xwe ya Twitterê belav kiriye û tê de ragihand ku ";kesê di nav otombîlê de xwe teqandiye navê wî Ebû el-Welîd el-Mesirî ye û yê xwekuj navê wî Saîd el-Kurdî ye";. + +Berpirsê komîteya YNKê Xelîl Xudadad ku di teqînan de bi sivkî birîndar bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama her du teqînan de 10 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn. + +Di daxuyaniya DAÎŞê de hatiye gotin ku di teqînê de ";amir fewcê hawarçûnê li Celewlayê Ebdilkerîm Şiliş el-Kroy û hemû zêrevanên wî û generalekî artêşa Iraqê jî hatine kuştin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Lîcê ya Amedê leşkeran gule berdan çalakvanan û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. + +Li navçeya Lîcê roja 7 hezîranê di saetên êvarê de û di encama êrîşa leşkerên Tirkiyê li ser xwepêşanderên ku ev 15 rojin li hemberî çêkirina qereqolan çalakiyan li dar dixin de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn, jê du kes rewşa wan giranin. + +Hat ragihandin ku nasnameya hemwelatiyên jiyana xwe ji dest dane Ramazan Baran û Bakî Akdemîr in. + +Hat diyarkirin ku leşkerên li herêmê bi armanca bidawîkirina çalakiyên rêgirtinê, guleyên rasteqîne bikaranîne û helîkopteran jî bi armanca çavtirsandina çalakvanan bi awayekî nizim li ser herêmê difirin, xwepêşanderan jî bi keviran û fîşekên hewayî bersivê didin êrîşa leşkeran. + +Li gor daxuyaniya parlamenterê HDPê yê Amedê Nursel Aydogan, ";di encama gulebaranê de, jinekê jî jiyana xwe ji dest daye, lê hejmara kesên birîndar gelekin";, li gor agahiyên ku ji hemwelatiyên herêmê hatine bi dest xistin, ";2 kesên din jî di cî de jiyana xwe ji dest dane";, lê heta niha hîn agahiyeke ku vê nûçeyê serast bike, nehatiye bidest xistin. + +Dema ku ev nûçeya ku leşkerên artêşa Tirkiyê gule berdana çalakvanan û hin kes jiyana xwe ji dest dan belav bû û şûnde, li gelek deverên Tirkiyê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin, di serî de li Amedê, Şernex, Cizîrê, Dêrsîm, Ovacikê, Colemêrgê û navçeyên wê, Bidlîsê û li gelek deverên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûn û protestoyê hatin lidarxistin û hemû çalakiyên ku hatine lidarxistin, rastî destêwerdana hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Tenê li Bidlîsê li ser rêya Xerzan û Tatwanê, leşkeran bi guleyên rasteqîne êrîş xwepêşanderan kirin, lê heta niha ti agahî derbarê kuştî û birîndaran de tine ye. + +Li bajarê Stenbolê jî û li gelek kolanan wek Okumeydan, Kadikoy, Beşîktaş, Bahriye, Geziyê û Bagcîlarê bi sedan ciwan daketin kolanan û çalakî li dar xistin û di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derketin. Polîsan li wan deveran bi bombeyên gazê û vav şid û guleyên pilastîkî destêwerdana xwepêşandanan kirin û çalakvan li hin deveran bi barîkatan rê girtin, lê li Okumeydanê hin kesên serûçav girtî otobusek şewitandin. + +Bi bûyera Lîceyê careke din Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên ku Kurd lê dimînin, wê agirê xwepêşandan belav bibe, yan wê xelk ji ber destêwerdana hikûmetê ya tund dev ji çalakiyên xwe berde, yan jî hikûmet wê hin daxwazên wan çalakvanan pêk bîne û çêkirina qereqolan rawestîne, lê li gor serpêhatiyên borî, qet nediyar e ku serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wê daxwazên wan çalakvanan bi cî bîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Qudis di îlona 2013an di bin navê "Xirîstiyan û Buhara Erebî" de kongreyek li dar xist ji bo gotûbêjkirina rewşa Xirîstiyanan li welatên Sûriyê, Iraq, Libnan, Misr, Filestîn û Urdunê û tê de biryar hat li ser rewşa Xirîstiyanan li her welatekî ji van, konferansek bê lidarxistin. + +Li ser vê biryarê jî, yekemîn konferans li ser Xirîstiyanên Sûriyê di meha adarê ya borî de de hat lidarxistin. Di wê konferansê de helwesta Xirîstiyanan ji şoreşa Sûriyê hat gotûbêjkirin. + +Heman konferans îro şemiyê li ser rewşa Xirîstiyanên Iraqê li bajarê Hewlêrê birêveçû ku tê de hejmarek lêkolîner, oldar, rewşenbîr û kesatî beşdar bûn. + +Xirîstiyan dibêjin ku berî guhertinên ku vê dawiyê li Rojhilata Navîn qewimîn, rewşa wan ne baş bû û her tim dihatin dûrixstin û ji ber vê yekê jî koçberiya wan ji navçeyê roj bi roj zêde dibe. + +Heta niha konferansên li ser rewşa Xirîstiyanan li Sûriyê Urdun û Iraqê hatine lidarxistin û dê pişt re li welatên din jî birêve biçin. Di dawiya vê salê de jî kongreyek ji bo Xirîstiyanên li Sûriyê, Iraq, Libnan, Misr, Filestîn û Urdunê wê li Îtaliya yan Urdunê jî bê lidarxistin û tê de daxuyaniyeke hevbeş wê bidin aliyên peywendîdar. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Gexî ya girêdayî bajarê Çewlikê 10 otomîlên ku kevir bar dikirin hatin şewitandin. + +Li gor medyata Tirkiyê, li navçeya Gexî ";grûpekî ser bi PKKê ve duh bi şev avêt ser kompanya kana kevir a li bejahiya navçeyê û 10 otomobîlên ku kevir bardikirin şewitandin";. + +Hat ragihandin ku ew kompanya ku di kana keviran de kardikir ,kevir ji bo avakirina bendava navçeya Gexî bar dikir û roja şemiyê di saetên derengî şevê de grûpeke gerîlayên PKKê êrşî bire ser û 10 kemyon û otomobîlên wan şewitandin. + +Li gor agahiyan, piştî bûyerê hejmareke mezin ji leşkerên Tirkiyê û hêzên ewlekariyê çûn herêmê û li ciyê bûye belav bûn. + + +Stenbol (Rûdaw) - Piştî ku di sala 2013an de li Stenbolê yekemîn konferansa Xebatên Kurdî li Zanîngeha Bîlgîyê bi beşdarbûna gelek kesan pêk hat îsal jî di heman mijarê de konferansa duyemîn çêbû. Mebesta konferansê kesên li Tirkiyê, Kurdistanê û welatên din xebatên li ser Kurd û Kurdistanê dikin bîne ba hev. + +Duyemîn Konferansa Xebatên Kurdî ku ji hêla Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve tê birêxistinkirin li Stenbolê bi beşdarbûna gelek akademîsyen, lêkolînêr, nivîskar û xwendekaran pêk hat. Konferansa li Zanîngeha Boxazîçî ya Stenbolê hate li dar xistin... + +Bulent Kuçuk (Akademîsyen/Zanîngeha Boxazîçiyê): Bi giranê li ser mijarên xebatên li ser Kurdên Kurdistana Tirkiye hatine kirin di vê konferansê de tên nîqaş kirin. Di vê konferansê de li bersiva pirsa gelo di xebatên Kurdî yên cenerasyona nû de çiyên nû hene tê gerîn. Em dibînin ku li Tirkiyê û cîhanê di van salên dawî de li ser Kurdan bêhtir xebat têne kirin. Li vê konferansê jî ev xebat têne pêşkêş kirin. + +Di destpêka konferansê de serokê weqfê îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçî û Prof. Dr. Hemît Bozarslan jî axavtin kirin. Îsmaîl Beşîkçî di axavtina xwe de balkişand ser dîroka avakirina Tirkiyê û birdoziya fermî û got ku Komara Tirkiyê li ser tunekirina Kurdan û derdorên din hatiye avakirin. Di konferansa ku du rojan berdewam kir de mijarên weke di dema Osmaniyan de dîroka civakî ya Kurdan û siyaseta jiyana rojane hatin gotûbêj kirin... + +Nîqaş û nêrînên di dema konferansê de derketine holê dê di demên pêş de ji hêla Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve weke pirtûk bê çapkirin.... + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke bilind a Amerîka gihişte Hewlêrê û li bendê ye ku derbarê pirsa hinartin û firotina petrola Kurdistanê de ligel rayedarên Başûrê Kurdistanê gotûbêjan bikin. + +Alîkarê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn Brett H. McGurk bi serokatiya şandeke bilind a Amerîka gihişte Hewlêrê. + +Şanda Amerîka wê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û berpirsên wezareta samanên siruştî ya Herêma Kurdistanê bicive. + +Berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";serdana wê şanda amerîkî, serdaneke asayî û normal e û ji bo gotûbêjkirine ligel rayedarên Herêma Kurdistanê";. + +Domîz (Rûdaw)- Dema dawîhatina penaberiyê nema diyar bû li gorî penaberan ,ewan berê xwe dane kar bo baştirkirina rewşa xwe û rêjeyeke zêde ji penaberan serkeftineke aborî bi destxistin û hin ji wan destpêkirin bi şandina pereyên zêdî xwe bo malbatên xwe li Rojavayê Kurdistanê. +Li Kampa Domîz nivîsgeheke şandina pereyan bo Rojavayê Kurdistanê hene û li gorî wan hin meha dora melyon dolarî ji penaberên parêzgeha Dihokê tenê tên şandina. + +Ferhad ku xudanê wê nivîsgehê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêkr: ";Pereyên pir têne şandin bo Rojava ,her malbatekî kurekî xwe şand da alîkariya xelkê xwe bike, lewma girînge nivîsgehên wiha hebin."; +Penaberên li Başûrê kurdistanê kardikin û mûçeya xwe ji malbatên xwe re dişînin da malbatên wan penaber nebin û rojava vala nebe ji kurdên xwe. +Hin penaber jî rewşa nû dike ko ji xwe re jiyaneke aram peyda bikin û bibin xwedî mal û otomobîl û dibe ko rewşa wan ya berê li rojava ne wiha bû + +Kampa Domîz li gorî nerînên çavdêran bû ye nêzîkî (Bajarokekî) û ev bajarok hejar û belengaze herwiha karker û zengîn lê hene. + + +Enqere (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kûrkçû diyar kir ku leşkerên Tirkiyê li Lîcê ya Amedê nîşan li çalakvanan girtine û gule berdane wan. KCKê jî bang li gelê Kurd dike ku xwedî li qurbaniyên Lîcê derkeve. + +Duh di xwepêşandana li dijî çêkirina qereqolan li Lîcê de, 2 xwepêşander bi guleyên hêzên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn. + +Derbarê bûyerê de hevserokê HDPê Ertugrul Kûrkçû daxuyaniyek da û tê de hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku ";polîtîkayên ewlehiyê dimeşîne";. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, Kurkçû got ku ";hikûmet polîtîkayên ewlehiyê esas digire. Ji ber vê yekê jî giraniyê dide avakirina qereqolan. Nerazîbûnên li dijî vê polîtîkayê jî nabîne";. + +Kûrkçû anî ziman ku wî û rayedarên HDPê li dijî çêkirina qereqolan gelek caran AKP hişyar kirine û got ku wan ji AKPê re gotiye ku Niha pêvajo ji hêla qereqolan ve hatiye xitimandin. + +Hevserokê HDPê diyar kir ku ";hikûmet ne li ser pêvajo û aştiyê li ser çêkirina qereqolan radiweste";. + +Li aliyê din hevserokatiya KCKê ragihand ku hikûmeta Tirkiyê bi çêkirina van qereqol û bendavan diyar dike ku ti ";ramana wê ku pirsgirêkên Kurdan çareser bike tine ye, ew tenê rewşa bê şeriyê bikar tîne, lê ew bi êrîşkirina wê li ser xelkê dê wê rewşê jî têk bibe";. + +Hevserokatiya KCKê di daxuyaniyeke nivîskî ku li ajansên girêdayî wê de hatiye belavkirin, diyar kir ku ";niha hat fêmkirin plana B û C yê Erdogan çiye, ew jî komkujiya Lîcê û êrîşên ser çalakiyane";. + +Hevserokatiya KCKê bang li gelê Kurd kir ku ";li her derê çalakiyan lidarbixin û xwedî li qurbaniyên Lîcê derbikevin";. + +Roja şemiyê 7 hezîranê leşkerên artêşa Tirkiyê bi guleyên rasteqîne êrîşî çalakvanên ku ji roja 24ê gulanê ve li dijî çêkirina qereqolan çalakiyan pêk tînin, kirin û di encamê du hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndarbûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor medyaya Tirkiyê, gerîlayên PKKê roja şemiyê bi şev êrîş bir ser qereqola Kuşulcaya Ovacika Dêrsîmê û di navbera wan û leşkerên artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derket, lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî tine ne. + +Hat ragihandin ku di heman navçeyê de gerîlayên PKKê gule berdan du qereqolên din ên li herêmê û pevçûna ku li qereqola Kuşulcaya Ovacikê de rû da nêzîkî çariyekê li ber xwe da. + +Herwiha piştî wê pevçûnê, hilîkopterên Kobrayê hatin herêmê û cihên ku gerîla lê dimînin bomberan kir. Îro sibehê de jî tîmên leşkeran operasyoneke leşkerî li herêmê li dar xistin. + +Li gor navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, ev çalakiyên gerîla yek ji çalakiyên wanin ku li dijî çêkirina qereqolan tên kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nêçîrvan Barzanî ku wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye erkedarkirin, ligel nûnerên aliyên siyasî yên ku biryar dane tevlî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibin, civiya. + +Civîna îro taybet bû bi nivîsandina karnameya hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê. + +Nûnerê Tevgera Gorranê Ako Heme Kerîm ku di civînê de beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ev civîn a destpêkê bû ji bo ku hemû aliyek haydarî programa hikûmeta bê û karnameya wê be. Di civînê de biryar hat dayîn ku civînên din jî bên lidarxistin";. + +Ako Heme Kerîm herwiha got ";Di civînê de nêrîna hemû aliyan wek hev bû ku divê hikûmeta bê hikûmeta hemwelatiyan be û reform tê de bên kirin";. + +Derbarê beşdarên civîna ku li ofîsa taybet a Nêçîrvan Barzanî de birêvçû, Ako Heme Kerîm got ku nûnerên partiyên ku tevlî hikûmetê bûne di civîna îro de beşdar sbûn, lê nûnerê Komela Îslamî ji ber ku civîneke wan a din hebû nikarî tevlî civîna îro bibe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya KCKê, hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku li hember banga aştiyê ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di Newroa 2013an de kiriye, hejmara qereqol, bendav û cerdevanan zêde dike û roj bi roj amadekariyên şer dike. + +Hevserokatiya KCKê di daxuyaniyekî nivîskî de ragihand ku ";hikûmeta Tirkiyê bi van kiryarên xwe û êrîşên xwe li dijî gelê kurd, dide xuyakirin ku ew tenê bi ziman bi pêvajoyê re ye, lê li ser erdê ew li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê ye";. + +KCKê bang li gelê kurd kir ku ";dest bi serhildanên demokratîk bikin û ciwanên Kurd jî derkevin çiya û tevlî gerîlayên PKKê bibin";. + +Duh şemiyê leşkerên artêşa Tirkiyê bi guleyên rasteqîne êrîşî çalakvanên ku ji roja 24ê gulanê ve li dijî çêkirina qereqolan çalakiyan pêk tînin, kirin û di encam du hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndarbûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser helwesta Amerîka ya li ser firotina nefta Kurdistanê dibêje, Amerîka dikare nêrîna xwe li ser vê yekê bîne ziman lê nikare biryar bide. Tevgera Gorran jî dibêje, divê Herêma Kurdistanê hevsengiyekê di navbera Amerîka, Tirkiye, Îran û welatên erebî çêbike. + +Helwesta partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re zêde dûrî hev nînin û piranî jî siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya firotina petrolê baş dibînin û piştgirî dikin lê li hember helwesta Amerîka ya li ser firotina nefta Kurdistanê hinek partî bi îhtiyat nêzîk dibin. + +PDK di wê baweriyê de ye Amerîka heta niha bi çavekî li Iraqê dinêre. Her çiqas Amerîka bi fermî dijîtiya kurd nekiriye lê her gava ku Washingotin bixwaze li ser firotina nefta Kurdistanê biryar bide wê demê kurd jî dê biryara xwe bidin. + +Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê, Hêmin Hewramî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, Amerîka dikare nêrîna xwe li ser hinartina petrolê bêje lê nikare biryar bide, helbet siyaseta Herêma Kurdistanê ya petrolê ti paradoks û nakokiyek bi rûhê destûra Iraqê re tine. + +Partiyên din jî piştevaniya siyaseta niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya firotina neftê dikin. + +Tevgera Gorran dibêje, divê rayedarên Kurdistanê hevsengiyekê di navbera Amerîka, Îran, Tirkiye û welatên erebî de çêbikin ji ber ku welatên han bi awayekî dîrekt li ser rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bibandor in. + +Berpirsê Jûra Pêwendiyên Siyasî ya Tevgera Gorranê, Mihemed Hacî ji Rûdawê re got, Tirkiye, Îran jî mîna Amerîka rola wan li Iraqê heye û divê pêwendiyên wan jî li ber çav were girtin. + +Komela Îslamî ya Kurdistanê jî dibêje, divê mirov dîrokê jibîr neke çimkî Amerîka ne cihê baweriyê ye û tenê hesabê berjewendiyên xwe dike û sozên Amerîka yên ji bona piştevaniya netewên mezlûm tenê axaftin e. + +Li gorî siyasetmedarên kurd, divê kurd li pey dîtina alternatîfa Amerîka be û pêwendiyên xwe bi welatên din ên cîhanê re pêş bixin û ji wan piştgiriya serxwebûnê bistînin. +Amerîka dibêje, ji ber ku Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Bexdayê nefta xwe difroş em dijî wê yekê ne. + +Amed (Rûdaw) - Malbatên ku dibêjin, zarokên wan ji aliyê PKKê ve ";hatiye revandin"; û ji ber vê yekêli ber avahiya Şaredariya Amedê çalakiyê dikin, dê ji sibê ve dest bi gireva birçîbûnê bikin. +Malbatên ku tê gotin zarokên wan tevlî PKKê bûne û ev çend roj in li berŞaredariya Amedê çalakiya rûniştinê didomînin, daxuyandinji ber bûyerên li Licêrojek navber dan çalakiyên xwe. + +Malbatên ku li bajêr di otêlekê de dimînin, diyar kirin ku ji sibê û pêve li cihê ku çalakiyêdikindê ji bo 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin. + +Sureya Toklar aku ji Wanê ji bo kurê xwe Efkan Toklartevlî çalakiyê bûye , ji AAyê re de diyar kir ku ji bo kurê xwe yêkuev 3 meh inwenda ye,beşdarî çalakiyê bûye û îro navber dan çalakiyê. + +Tokarê destnîşankir ku li gelmalbatên din biryar danku sibê dest bi gireva birçîbûnê bikin ûwiha dewam kir: "Bi biryara hevpar veemê sibê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Gireva me yabirçîbûnê dê 2 rojan bidome. Ger daxwazên me neynin cih ûzarokên me nedin me,emê dest bi rojiya mirinê bikin." + +Wê dayika kurd her wiha got ku ew endamên tipartiyannîninû naxwazin ku ti kes li ser wan siyasetê bikin ûwiha pê de çû: "Em bangî rayedaran dikin, bila zarokên me bidin me. Hema jidestê kêçi tê bila bike. Em ji siyasetê fêm nakin, ti karê me bisiyasetê re tineye û em endamên ti partiyan jînînin. Bila ti kes li ser me siyasetê neke. Em bangî hemû rayedaran dikin, çarêseriyekê bibînin. Emtenê zarokên xwe dixwazin." + +Amed (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG), ku wek bakê çekdarî yê PKKê ye, ragihand ku wan ";tola Lîcê"; li artêşa Tirkiyê rakirine. + +Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê duh êrişî xwepêşander û çalakvanên ku nêzîkî 15 roj in li ser rêya Çewlik û Lîcê li dijî çêkirina qereqol û encamdana operasyonên leşkerî çalakiya rûniştinê dikin, kirin û di encamê de 2 kes mirin û yek jî birîndar bû ku tê gotin rewşa wî baş nîne. + +HPGê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan duh bi şev, li dijî êrişên leşkerên tirk li hember xwepêşandana Lîcê çalakiyeke bersivdayînê li heman deverê pêk anîne. + +Li gorî ANFê, di wê êrişê de kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbûne ku bi ";helîkopteran"; kuştî û birîndarên xwe veguhestine. + +Di daxuyaniya HPGê de hatiye gotin ku ti êrişeke artêşa tirk li dijî gelê kurd bêbersiva namîne lê di heman demê de jî ew girêdayî pêvajoya aştî û çareseriyê ne ya ku bi peyama rêveberê girtî yê PKKê Abdullah a Newroza 2013an dest pêkir. + +Ev di demekî de ye ku heta niha ti agahî û nûçeyek li ser vê çalakiya HPGê di medyaya Tirkiyê de nehatiye belavkirin û ti daxuyaniyek fermî jî li ser vê yekê nehatiye dayîn. + +Mûsil (Rûdaw) – Ji ber alozbûna rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Mûsilê, xelkê wê deverê cîh û warên xwe diterikînin û berê xwe didin Herêma Kurdistanê. + +Ev çend roj in li parêzgeha Mûsilê û li nav bajarê Mûsilê de şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên rêxistina DAIŞê de didome û heta niha bi dehan kes hatine kuştin ku herî zêde sivîl in. + +Ji ber vê yekê û têkçûna rewşa ewlehiya Mûsilê xelkê wê deverê neçar dimînin dest ji mal û warê xwe berdin û berê xwe bidin Herêma Kurdistan û cihên aram. + +Welatiyekî ereb, ji Rûdawê re got, me her tiştên xwe, mal û tirombêla xwe di cîh de hîştine ji ber rewşa bajarê Mûsilê gellekî aloz bûye… + +Hinek malbat jî bi pêxasî ji bajêr direvin û bi piyan berê xwe din Herêma Kurdistanê… + +Pêşmerge û xelkê Kurdistanê jî pêşwaziya wan malbatan dikin…. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Amerîka di mijara firotina nefta Kurdistanê de ";ji serxwebûn";a Herêma Kurdistanê ditirse ji ber wê jî piştgiriya vê yekê nake. Mistefa, ew amade ne asta pêwendiyên xwe bi Îranê re jî bigihînin asta pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re. + +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa îşev beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û bersiva pirsên Hîwa Cemal da. + +Felah Mistefa, ku hinek caran di medyaya cîhanê de mîna ";wezîrê derve"; yê Kurdistanê jî tê binavkirin, li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe li vê meselê dinêre û dixwaze li herêmê aramî hebe lê em êdî naxwazin Amerîka me bike qurbana berjewendiyên xwe. + +Mistefa anî ziman ku Amerîka li hember arîşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bêalîbûn hilbijartiye û got, tişta ku ji bona Amerîka girîng e Iraq e ji ber ku Amerîka ti ferqekî naxe navbera Besra û Herêma Kurdistanê û her duyan mîna hev dibîne. + +";Wezîrê Derve"; yê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku firotina nefta Kurdistanê gaveke e ji bona bidestanîna serxwebûnê û diyarkirina qedera gelê kurd bi destê xwe û wiha axivî: ";Amerîka ji vê yekê ditirse."; + +Felah Mistefa, li ser helwesta Îranê li hember firotina nefta Kurdistanê jî diyar kir, heta niha Îranê tiştek li ser vê yekê negotiye lê Herêma Kurdistanê amade ye asta pêwendiyên xwe bi Îranê re bigihîne asta pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re. + +ئینترۆ : زێدهتر ژ 700 خێزانی مووسل ئاوهری قهزاێن شنگال وبهعاج وناحیا بلێج بوون ژ بهر شهرێ دناڤبهرا گروپێن چهكدار وهێزێن ئیمناهی وژوانه پتر ژ 100 خێزانی دهربازی ناڤ سهنتهرێ شنگال بوون ئهوێن كو كهس وكارێن وان ل وی باژارۆكی ههیین +مووسل ئهو باژارێ ل بن شهرێ دوو هێزێن مهزن دا دماوێ چهند رۆژان داد مینێ و ب سهداما دهستهركرنا رهخا راستێ ژ وی باژاری ژئالیێ داعشڤه ب ههزاران خهلك ئاواره بوون . وهلاتیێن ئاواره بهحسا چهكێن چهكداران دكهن كه ژمهتورسیا وێ هێزا ههیین رێگه چارهیا دروست ژ خوهرا دهركهتن دهستنیشانكرن +عهلی محسن سهعید وهلاتی " ئۆتۆمبێلێن وان گهلهك بوون نهدهاتنا ژمارتن ئهوان دهستێ راستێ ژمووسل دهستهسهركربوو وچهكێن وان ئهڤ یهكهم جاربوو مه چهكێن ب وی شێوهیی ددیتن " . +حهمید سهعید : ئاوارهبووی "ل پێشیێ لهشكهر ل وێ دهرێ بوون لێ ل پشترا مه لهشكهر نهدیت ئهز نزانم چاوا ژ وور چوون ئهوان چهكێن قورس وئۆتۆمبێلێن لهشكهری ژی ههبوون وژوان جۆرێ ههمهر " . +مهحموود ئهحمهد : وهلاتی " دناڤ وان دا ئهڤغانی وسووری ههبوون وئهوان چهكێن سڤك مینا دهبانجه ورهشاش نهبوون وئهوان رێك ژ مهرا ڤهكرن دا ئهم دهركهڤن نهك لهشكهر وهێزێن ئیمناهی " . +دناڤ وان ئاوارهیان د اژنێن كورد ژی ههبوون كه شوو ب عهرهبێن مووسل كرین و ب رێكا وان دهرگهه هاتنه ڤهكرن دا ل شنگال بمینن +دایكا مهحموود : كوردهكا مووسل " ئهم ژبهر قهسفێ رهڤیان وئهو ژ خوهدێ ناتورسن وئهم ههژارن ئهم نزانن چ بكهن " . +ل گۆر ئاسایشا شنگال ژمارهیا وان خێزانێن ئاوارهیی قهزا بهعاج وناحیا بلێج بووین پتر ژ 600 خێزانیه و100 خێزانێن دیتر كه كهس وكارێن وان ههبوون دهربازی ناڤ شنگالێ بوون + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Başûrê Kurdistanê gelek penaberên Rojavayê Kurdistanê di her du kartên avakirin û xwaringehan de dixebitin. + +Ew penaber bûne beşek ji pêşketina kar li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku him bi kuwalîtiyeke baş him jî bi bihayekî erzan kar dikin. + +Qoştepe (Rûdaw)- hatina werzê havînê û pileyên bilind ên germayê pirsgirêka kembûn û birrîna av û elekrtîkê li Kampa Qoştepe ya ser bi sînorê parêzgaha Hewlêrê ve zêde dike. + +Penabrên Rojavayê Kurdistanê yên ku li nava wê kampê dimînin tirsa wan ji wê yekê heye ku rewşa av û elektirîk yekcar xirab bibe. + +Herwiha ew penaber dibêjin ku tirsa wan ji wê yekê ye ku ligel hatina germa havînê û kêmbûna av û elektrîkê neweşî di nava kampê de zêde bibin, lewma daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku çareseriyekê ji pirsgirêka av û elektrîkê re bibînin. + +64 malên ereb li kampa domîz bûne penaber. +Ji wan 64 malan niha 24 mal tenê hene û ew jî bê iqame ne û dibêjin eger rewşa wan wiha berdewam bike, ewê neçar bibin ko berê xwe careke din bidin sûriyê. +Ew gelekî li xwe heyirîne, dizanin ku wê rewşa li Sûriyê hîn xerabtir be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tenê yek hefte li pêş Nêçîrvan Barzanî yê erikdarkirî bo pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê maye da ku navê wezîrên hikûmeta xwe bide Parlamentoya Kurdistanê da ku baweriyê jê werbigire. +Tevî ku PDK piraniya wezîrên xwe yên di hikûmeta borî de li şûna wan hiştiye, lê YNK tenê yek wezîrê hikûmet borî li şûna wî hiştiye. +Tora Medyayî ya Rûdawê karî navên wezîrên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bidest bixe ku ew jî bi vî awayî ne: +Wezîrên YNK: +Rêkewt Heme Reşîd bo Wezareta Tenduristî +Xalid Doskî bo Wezareta Rewşenbîriyê +Derbaz Kosret Resûl bo Wezareta Avedankirin û niştecîbûnê +Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan bo Helebceyiyekî dibe +Wezîrê Xwendina Blind jî bo Kerkûkiyekî dibe +Wezîrên Tevgera Gorranê: +Mistefa Seyid Qadir bo Wezareta Pêşmerge +Rêbaz Mihemed bo Wezareta Darayî +Arast Welî bo Wezareta Bazirganî û Pîşesazî +Dr. Haşim bo Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî +Salam Serdar Serokê Desteya Weberhênanê +Wezîrên PDK: +Îsmet Xalid bo Wezareta Perwerde +Kerîm Şingalî bo Wezareta Navxwe +Aştî Hewramî bo Wezareta Çavkaniyên Xwezayî +Elî Sindî bo Wezareta Pilandananê +Wezîrê Şaredariyan hê nehatiye diyarkirin +Wezîrên Komela Îslamî ya Kurdistanê: +Ebdulsetar Mecîd bo Wezareta Çandiniyê +Ebdulrehman Ebdulrehîm Wezîrê Herêm bo Jîngehê +Wezîrên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: +Selahedîn Babekir bo Wezareta Elektrîkê +Nesrîn Seîd bo WEzareta Kar û Karûbarên Civakî +Mihemed Hawdiyanî, Rêkxerê Karên Navbera Hikûmet û Parlamentoyê de +Ekrem Mihemed Berpirsê Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî çendîn gerên danûstandinê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her du alî li ser pişkên xwe di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftin. +Rêkeftina PDK û YNK bi vî awayî ye: +Yeke: Wezareta Navxwe, dê her du salên pêşî di dest PDK de be û her du salên mayîn di dest YNK de be. +Duyem: Wezareta Şehîdan û Wezareta Avedankirinê, dê her du salên yekem di dest YNK de be û her du salên amyîn jî dê di dest PDK de bin. +Sêyem: Cîgirê serokê parlamentoyê dê bibe bo PDK û sekreterê parlamentiyê jî dê ji pişka YNK be. +Biryare di dawiya vê hefteyê de wezîrên kabîneya nû pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bê kirin da ku baweriya parlamenteran werbigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina radîkal ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) girtina kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û ta vê demê bi sedan kurdên ji herêmên Kobanî, Bab û Efrînê li bajarê Munbicê, Cerablusê û Reqayê di zindanên DAIŞê de girtîne. +Roja 19ê sibata borî, dedora 150 welatiyên kurd ji herêma Kobanî ku berê wan li herêma Cezîrê û Başûrê Kurdistanê bû, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li ser rêya navdewletî li nêzîkî parêzgeha Reqayê girtibûn û ev nêzîkî 4 mehane ku çarenûsa wan nediyar e. +Herweha di 7ê Gulana borî de, derdora 25 mamusteyên kurd ji herêma Kobanî dema ku ji Helebê vedigeriyan herêma Kobanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li nêzîkî bajarê Munbicê hatin girtin, derdora 10 kesan ji wan di çend rojên borî de hatibûn berdan, lê yên mayî hîn li bajarê Munbicê di zindanên DAIŞê de girtîne. +Di 29ê Gulana borî de, di dema xwendekarên pola 9an ezmûnên xwe li bajarê Helebê bidawî kiribûn û vedigeriyan herêma Kobanî, bêhtirî 100 xwendekarên xort li nêzîkî bajarê Munbicê li ser riya Helebê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin. DAÎŞê xwendekarên keçik serbest berdabûn, lê xwendekarên ku heta niha di dibistaneke bajarê Munbicê de dimînin û li gor xwediyên girtiyan, DAIŞê rê daye ku xwediyên piraniya xwendekaran di rêya telefonê re bi zarokên xwe yên ku temenê derdora 15 sal in re bi zimanê erebî biaxivin. +Xwediyên hin xwendekarên girtî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekeze kirin, ku wan di rêya berpirsê dibistana ku DAIŞê ji zarokên wan re li bajarê Munbicê kiriye girtîgeh, bi zarokên xwe re axivîne. +Li herêma Efrînê jî, Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li Efrînê Reşîd Şeiban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ku roja 30ê gulanê dema xwendekarên Kurd ji Helebê vedigeriyan, di navbera her du deverên Izaz û Babê de, çekdarên DAÎŞê nêzîka 200 kesên Kurd ku xwendekar û xwediyên wan in, girtine û berve cihekî ne diyar birine. +Roja 23yê Gulana borî de, DAIŞê li ser rêbenda xwe ya li gundê Cubelferecê ciwanekî kurd bi navê Mihemed Mihemed serjêkiribû û her 4 welatiyên kurd ku bi Mihemed re bûn û di nava wan de 2 jin bûn, girtibûn û şandibûn bajarê Cerablusê, û xelkê herêma Kobanî ew bûyer di xwepêşandanekê de bi tûndî şermezar kiribû. +Piştî pêşhateyên şerê DAÎŞê li Îraqê û kontrola çekdarên wê li ser hinek bajar, bajarok û çend taxên bajarê Mûsilê ku sêyemîn bajarê mezin ê Îraqê ye, metirsiya DAÎŞê êdî ne tenê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê ye lê ew metirsî gihaştiye ser sînorên başûr û rojavayê başûrê Kurdistanê jî û ev yek pêşhateyeke stratecîk a balkêş ku dibe bihêle kurdên başûr û rojavayê kurdistanê li hember vê pêşhateyê bikevin nav tevger û pilanên girîng de û bi awayekî cuda ji berê derbarê rewşa siyasî de tevbigerin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Ceafer Îbrahîm Îminkî helwesta partiya xwe li himber mayîna Nûrî Malikî di posta serokatiya hikûmeta Iraqê de, aşkere kir. +Ceafer Îbrahîm di çarçoveya hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku PDK li dijî sêbarebûna wîlayeta Malikî ye û ";Divê bê guhertin."; +Herwiha Îbrahîm da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ku hevdem serokê PDK ye ";Ciddî ye li ser wê yekê ku eger Bexda bixwaze Kurd ji hevbeşiyê dûr bixe, êdî Malikî be yan kesekî din be, em qebûl nakin."; +Berdevkê polîtburoya PDK diyar kir jî ku Herêma Kurdistanê wê referandomê bike. + +Xurmatû (Rûdaw)- Îro, Duşemê, danê sibehê 2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin û di encam de 14 kesan jiyana xwe jidest dan. +Her du teqîn li pêş melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çêbûn û li gor zaniyariyên destpêkê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn. +Li gor zaniyariyên peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, teqîn bi riya otombîlên bombekirî hatibûn encamdan, ku yek ji wan otombîleke biçûk bû û ya din jî bargilgir bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke pilebilind ya Amerîka bi serokatiya hevkarê wezîrê derve yê wî welatî, Brett Makourk, giha Herêma Kurdisdtanê bo mebseta navbênkariya Hewlêr û Bexdayê derbarê arîşeyên petrolê de. + +Biryare şanda Amerîkî îro, Duşemê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din ên Kurd bicive bi mebesta gotûbêjkirina pirsa şandina û firotima petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve. + +Roja 22ê Gulan hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku wê dest bi firotina petrola xwe kiriye ya li bendera Cîhan ya Tîrkî imbarkirî bû, Amerîka jî nerazîbûna xwe li ser vê pirsê ragihandibû. + +Li gor di medyayê de hatiye belavkirin şanda Amerîkî pêşniyazek helgirtiye bo rayedarên Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê derbarê çareserkirina arîşeyên di navbera her du aliyan de, di destpêka wan arîşeyan de, arîşeya petrolê ye. + +Di vê barê de Brett Makourk ragihand ku ";Amerîka piştgiriya şandian petrolê ji çi deverê ji Iraqê nake, bêy razîbûna hikûmeta itîhadî."; + +Herwiha Brett Makourk da zanîn ku wan pêşniyazek pêkşê kiriye bo çareserkirina pirsa petrolê ya ku gelek arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêkirine û derbarê pêşniyazê de got: ";Amerîka pêşniyazek pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta itihadî kiriye, ku li gor rêkeftinekê Herêma Kurdistanê mehane pişka xwe ji dahata petrola Iraqê û bi awayekî rasterast werbigire."; + +Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa di çarçoveya beşdarîkirinê di bernameya Rûdawa Îro de, li ser televîzyona Rûdawê ragihand ku serbarê nerazîbûna Amerîka ji firotina petrola Herêma Kurdistanê, lê Kurdistanê ji vê gava han venagere. + +Felah Mistefa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got jî: ";Amerîka li gorî berjewendiyên xwe li vê meselê dinêre û dixwaze li herêmê aramî hebe lê em êdî naxwazin Amerîka me bike qurbana berjewendiyên xwe."; + + +Enqere (Rûdaw)- Kongreya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) carek din hat paşxistin, lê vê carê demek diyarkirî bo lidarxistina wê nehat aşkere kirin. +Biryar bû roja 08.06.2014 BDP kongreya xwe lidarxistiba, lê di wê demê de birayr hatibû dayîn ku ew kongre roja 15ê mehê hatibû paşxitin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Şewket Herkî ragihadn ku çavkaniyeke taybet ji nava BDP ragihand ku kongreya BDP yê ku biryarbû roja 15.06.2014 were lidarxistin, bo demek nediyar hat paşxistin. +Çavkaniyê ku nexwest navê wê bê aşkere kirin got ku ji wan re hatiye gotin ku ji ber bûyerên Licê li Amedê, Bakurê Kurdistanê, kongre hatiye paşxistin, lê aşkere kir ku ";Sedema sereke ewe ku hin nerazîbûn û gotûbêj di nava BDP de heye"; lewma kongre hatiye paşxistin. +Ji aliyek din ve peymanêrê me da zanîn ku endamekî din ê BDP sedema paşixtina kongreyê ji roja 15ê mehê bo demek nediyar bo ";Amade nebûna hola lidarxistina kongreyê"; vegerand. +Ji aliyek din ve pispor û çavdêrên siyasî dibêjin ku dibe ev paşxistinên kongreya BDP sedema wê ya sereke ";Tevlîbûna BDP ligel Partiya Demokratîk a Gela HDP be."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevk û endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ceafer Îbahîm dibêje ku di navbera Rêkxerê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa û cîgirê duyem êy sekreterê gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih de, ew dê Newşîrwan Mistefa hilbijêrin bo posta serokomarê Iraqê. +Ceafer Îbrahîm di hevpeyvîneke taybet de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";Ne merce ku posta serokomarê Iraqê bo YNK be, lê ew post bo Kurd e"; heriwha tekez kir ku ";Çavê PDK ne li wê postê ye, lê her ji bo Kurd e."; + +Li ser pirsiyara Rûdawê ku YNK dibêje posta serokomarê Iraqê ji mafê wane li himber posta serokê Herêma Kurdistanê, Îbrahîm got: ";Nexêr, Serokê Herêma Kurdistanê bi hilbijartin bû û ew cuda ye."; + +Derbarê egera wergirtina posta serokomarê Iraqê ji aliyê Mesûd Barzanî ve berdevkê polîtburoya PDK wiha ragihand: ";Ez bawernakim wê postê werbigire. Eger şêwirê bi min bike ez dê jê re bibêjim bike baştire, ji ber ku hebûna serokekî bihêz bo Iraqê di vê qonaxa veguhêz de pêwîstiyeke û ew post bi her kesî nayî tijekirin. Eger kesekî dî yê Kurd biçe û nikaribe wê postê tije bike dê zirarê bighîne Kurdan."; + +Li ser pirsiyara Rûdawê jî ku eger Barzanî posta serokomarê Iraqê wernegire dê PDK pêşniyaz bike ku Newşîrwan Mistefa bibe serokomar berdevkê polîtburoya PDK wiha bersiv da: ";Kak Newşîrwan kesekî şiya û lihevhatî ye. Kak Berhem jî kesekî lihevhatî ye lê di navbera Kak Newşîrwan û Kak Berhem de, em dê kak Newîrwan hilbijêrin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, êdî serdana şandên HDPê yên Îmraliyê û hevdîtina wan bi Ocalan re nikare pirsgirêkên pêvajoyê çareser bike. + +Roja 7ê Hezîrana îsal, hêzên artêş û ewlehiyê yên Tirkiyê êrişî çalakî û xwepêşandana li ser rêya Çewlik û Lîcê ya li dijî çêkirina qereqol û operasyonên leşkerî hatibû lidarxistin, kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. + +Ji ber bûyerên Lîcê, duh li piraniya bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê xwepêşandan û alozî derket. + +Lewma biryar hat dayîn şanda HDPê ya ku ji her sê parlamenterên HDPê, Pervîn Bûldan û Idrîs Balûken û Sirri Sureya Onder pêk tê, îro li girtîgeha Îmraliyê bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin bikin. + +Li ser vê yekê, PKKê di daxuyaniyekê de ragihand, berpirsiyara bûyerên Lîcê hikûmeta AKPê û serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan e ji ber wê jî ew divê yekê çareser bikin nek Ocalan Îmrali. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber vê jî êdî serdana şandên HDPê bo Îmraliyê nikarin pirsgirêkên pêvajoyê çareser bikin ";çimkî komkujiya Lîcê ji aliyê Ocalan û Îmraliyê ve nehatiye kirin ku ew jî bûyerên bi vî rengî bidin sekinandin";. + +Colemêrg (Rûdaw) – Hat zanîn, di navbera parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê de deriyeke sînorî yê nû tê vekirin. + +Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, ji Rûdawê re got, li ser vekirina deriyê sînorî yê bi navê Zêt-Rizê yê navbera Hewlêr û Colemêrgê de di navbera wî û waliyê Colemêrgê de rêkeftinek fermî hat îmzekirin. + +Nav deriyê sînorî yê Zêt-Rizê ji ber xatirê gundê Zêtê yê girêdayî bajarokê Mêrgesorê li Başûrê Kurdistanê û gundê Rizê yê girêdayî bajarokê Rûbarokê yê Colemêrgê hatiye lêkirin. + +Ev deriyê sînorî, yekemîn deriyê sînorî yê fermî yê navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê ye. + +Xelkê her du gundên Zêt û Rizê xizm û mirovên hev in ji ber wê jî piştî vebûna deriyê sînorî yê Zêt-Rizê dikarin bi awayekî qanûnî û hêsan herin û werin. + +Li gorî Newzad Hadî, vekirina deriyê sînorî yê Zêt-Rizê, di warê aborî de jî girîngiyek zêde ji bona her du parêzgehan heye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şandeke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Hewlêrê kiriye û bi rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtin pêk aniye. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeke BDP û HDPê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji Parlamentera Amedê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer, şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Ebdullah Demîrbaş û rojnamevan Memet Doymaz pêk hatiye. + +Her wiha li gorî Rûdawê, şanda BDP û HDPê bi şandeke PDKê re hevdîtin pêk aniye lê serdana Qendîlê nake û dê li Hewlêr û Silêmaniyê bi partî û aliyên siyasî yên Başûr re bicivin. + +Endamekî şanda hank u nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, ew dixwazin piştî hevdîtinan li Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li dar bixin û eger bikarin dê serdana Rojavayê Kurdistanê jî bikin. + +Wî endamê şanda BDP û HDPê nexwest navê endamên şanda PDKê ya ku bi wan re rûniştiye her wiha naveroka civînê ji Rûdawê re bêje. + +Mûsil (Rûdaw) – Piştî têkçûna rewşa ewlehiya parêzgeha Mûsilê, kurdên şebek ên wê deverê hewara xwe bi hêzên Pêşmerge tînin û dibêjin, bila Pêşmerbe me biparêze ji ber ku artêşa Iraqê nikare parastina me bike. + +Ji piştî ku rêjîma Sedam Husên sala 2003an têk çû ve heta niha parêzgeha Mûsilê aloz bûye û bûye navenda kom û grûpên çekdar ên neyarên hikûmeta Iraqê. + +Di van rojên dawiyê de rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAIŞ) ku wek baskê Iraqê yê El Qaîdê tê zanîn, dest bi êrişên berfireh li Mûsilê kiriye ku heta niha bûye sedema kuştina bi sedan kesên sivîl û serbaz. + +Nûnerê kurdên şebek û endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê, Xezwan Dawûd, ji Rûdawê re got, îro xelkê gundên Mofeqiye, Tehrawe, Gogcelî, Komelgeha Xedîr, Tîbe, Zehra û Nûrê yên girêdayî baarokê Bertila ku piraniya xelkê wê deverê kurdên şebek in, xwepêşandan kirin û daxwaza binecîhbûna hêzên pêşmerge li wir kirin da ku wan li hember êrişên DAIŞê û komên din ên radîkal biparêzin. + +Xezwan Dawûd, diyar kir ku kurdên şebek dibêjin, ew amade ne tevlî refên hêzên pêşmerge bibin û xwe biparêzin. + +Wî endamê encumena parêzgeha Mûsilê her wiha got ku tabûra 5 a artêşa Iraqê ku kurd jî di nav de hene, erka parastina wê deverê girtiye stûyê xwe lê ji ber ku yekser girêdayî Malikî ne nikarin baş xelkê biparêzin, ji ber wê jî gellek caran şebekên wê deverê rastî êrişê tên. + +Xezwan Dawûd, anî ziman ku gellek caran daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kirine da hêzên pêşmerge bişînin wan deveran ji bona parastina xelkê ji ber ku artêşa Iraqê xemsariyê dike û erkên xwe pêk nahîne. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li navenda bajarê Dêrsîmê Komeleya Hevgirtina kesên ";lezbiyen, gay, biseksuel, transeksuel û înterseks"; (LGBTÎ) ya Stenbolê, Tevgera Jinan a Demokratîk û Tevgera LGBTÎ ya Dêrsîmê Roştiya Asme ji Kolana Hunerê heta Meydana Seyîd Riza li hemberî tundûtûjiya li dijî jinên tirans (nêremoyan) xwepêşandanekê pirotestoyî li dar xistin. LGBTÎyiyan diyar kirin ku ta ku mafê xwe bi dest nexin, dê têkoşîna xwe berz bikin. +Îro, piştî xwepêşandana ku ji Kolana Hunerê heta Meydana Seyîd Riza ji aliyê Komeleya Hevgirtina Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Tiranseksuel, Înterseksuel (LGBTÎ) a Sitenbolê, Tevgera Jinan a Demokratîk û Tevgera LGBTÎ ya Dêrsîmê Roştiya Asme li dar ket, li meydanê li ser navê çalakgeran Ebrû Kiraci daxuyand. Kiraciyê destpêka daxuyaniyê de qala amarên kuştina tiransan kir û got: "Tenê di hundirê du salên dawî de 49 jinên tirans bûn cangoriyê nifrîn û pêşdarazê. Ji sala 2002yan vir e li gorî amarên li ber destê me, 70 jinên tirans hatine kuştin." +Kiraciyê destnîşan kir ku kujerê tiransa bi navê Seda, cezayê tawana wî ji sermedî daxistin 15 salî ku li gorî qanûnên Tirkiyê ev kujera tenê 8 salan di hundir de dimîne. +Di daxuyaniyê de têkildarê tundiya li dijî jinên tirans, ev nirxandina hat kirin: "Bi sedan jinên tirans ên wekî Sedayê, li vê erdnîgariyê ji ber tundiya dewletê ya sîstematîk jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku dewleta deshilat; tundiyê, dijûnan, cûdaxwaziyê, nijadperestiyê, vebiyanîkirinê, zilm û zordariyê mîna şêwazeke jiyanê li ser me ferz dike." +Ji Komeleya Hevgirtina (LGBTÎ) a Stenbolê Ebrû Kiraciyê got ku ji bo ku ew neyên jibîrkirin ev çalakiya li dar xistin. Kiraci, got: "Jiyan û canên me ne ewqas erzan e." +Piştî daxuyaniyê tiransên jin hêminane belav bûn. + +Amed (Rûdaw) - Malbatên ku dibêjin ";zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin"; û li ber deriyê Şaredariya Amedê çalakiyê dikin, dest bi gireva birçîbûnê kirin. + +Malbatên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne ûli serrêya ber deriyê Amedê çalakiyaxwe didomandin, duh navber dabûn çalakiyê. + +Piştî vê navberê konê wan hatibû rakirin û ferş, hesîr û wêneyên zarokan hatibûn komkirin. + +Malbatên kuduh ji ber bûyerên Lîcê navberdabûn çalakiyê, îro dest bi gireva birçîbûnê kirin. + +ReşîtKoçêku ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji bo keçaxwe Zubeyde Koç (19)tevlî çalakiyê bûye, di daxuyaniyaku da nuçegihanê AAyê de diyar kir ku wan dest bi gireva birçîbûnê kirin. + +Koç got: "Ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe, emê du rojan gireva birçîbûnê bikin. Heke ku zarokên me neyên, emê dest bi rojiya mirinê bikin. Em ji bo zarokên xwe li vê derê çalakiyê dikin. Ma derdê me ne besî me ye, di ser de zabiteyan çadirên me berhev kirin. Em li ber tavê man. Em nizanin ka emê çawa li ber xwe bidin. Lê em biryardar in, emê vê çalakiyê bidomînin". + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, di civîna digel şanda BDPê de li ser yekdengî û yekrêziya kurdan her wiha lezkirina di lidarxistina Kongreya Netewî de li hev kirine. + +Rûdawê îşev ragihand ku şandeke HDP û BDPê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi şandeke PDKê re li Hewlêrê civiyaye. + +Li ser naveroka civînê, PDKê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye û ragihandiye, di civînê de endamê polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî li ser meseleya hinartina nefta Kurdistanê ji şanda BDP-HDPê re gotiye, niha li Iraqê neft her roj tê hinartin û firotin lê ti kes nizane ka ev yek çawa tê kirin û ti kes jî behsa wê nake lê çima dema Başûrê Kurdistanê bixwe nefta derdixe û difroşe rastî êrişî û nerazîbûnan tê. + +Li gorî daxuyaniyê, Kerkûkê li ser rewşa Rojavayê Kurdisatnê jî ragihandiye, gelê kurd li Rojava bixwe biryara xwe bidin û hemû alî jî di atmosfereek azad de nêrînên xwe bînin ziman û rola xwe bilîzin. + +Li hember de, endama şanda BDP-HDPê Mulkiye Bîrtane gotiye, eger em bibin yek û pişta hev bigirin hêza serekî li Rojhilata Navîn dê kurd be. + +Wê parlamentera HDPê her wiha aniye ziman ku divê hemû bibin yek û ti kes aliyê din piştguh nexe û wiha gotiye: ";Em jî hatine da ku bi aliyên Başûrî re bişêwir in li ser encamdana konferansekê li bara Rojavayê Kurdistanê li Enqerê. Ji ber vê jî em dixwazin bi hêzên Rojava, opozîsyona Sûriyê û hikûmetên Tirkiye û Îranê hevdîtin bikin."; + +Li gorî daxuyaniya PDKê, her du şandên PDK û HDP-BDPê behsa pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kirine. + +Her wiha Kemal Kerkûkî dilgiraniya xwe li ser kirîza kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê aniye ziman û gotiye, ji ber xendeqê êrişên nerewa li dijî PDKê hatiye kirin lê dîroka PDKê xebata wê eşkere û kifş e. + +Şanda PDKê ji endamê polîtubroya PDKê Kemal Kerkûkî û berpirsên pêwendiyên PDKê Ehmed Kanî û şanda HDP-BDPê jî ji Parlamentera Amedê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer, şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Ebdullah Demîrbaş û rojnamevan Memet Doymaz pêk hatibûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de, avahiyên xwe li Mûsilê vala dikin. Xelkê Mûsilê jî ber bi Hewlêrê ve direvin. + +Şeva borî şerekî giran navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAÎŞê li bajarê Mûsilê derket û ew şer heta îro sibehê jî berdewam bû. Di şerê şeva borî de çekdarên DAÎŞê dest danîn ser avahiya parêzgeha Neynewayê. + +Efserê hêzên pêşmerge Helgurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê bajarê Mûsilê kontrol kirine û xelk jî milk û malên xwe li pey xwe dihêlin û ber bi Herêma Kurdistanê ve direvin. + +Berpirsê ragihandina şaxê 14 ê PDKê li Mûsilê Saîd Memozînî ji Rûdawê re got ku PDK û YNKê avahiyên xwe li Mûsilê vala kirine. + +Rêveberê têkilî û hemahengiyê di wezareta pêşmerge de general Helgurd ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser balafirgeha Mûsilê ku 2 balafirên şer tê de hene û dest danîn ser 200 doşkeyan. + +Çavkaniyeke ewlekariyê ji Rûdawê re ragihand ku li ser rêya Mûsilê bombeyeke vedayî bi otombîleke artêşa Iraqê de teqiya û 4 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan. + + +Mûsil (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dîplomatkarên welatên biyanî yên ku konsulxane û nûneratiyên wan li bajarê Mûsilê hene, rizgar kirin. + +Şeva borî hêzên pêşmerge karîn dîpolmatkarên biyanî ji nav şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de rizgar kirin, ji wan konsulo Tirkiyê li Mûsilê. + +Niha piraniya navçeyên Mûsilê di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne, ji wan avahiya parêzgeha Mûsilê û balafirgeha Mûsilê. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger li ber avahiya AKPê ya bajêr bi armanca protestokirina kuştinên li Lîcê, çalakiyek li dar xistin. + +Duh danê êvarê, pêkhateyên ";Yekîtiya Hêzên Şoreşger"; Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîzan û Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) bi armanca şermezarkirina tundî û kuştina 2 kesên li Licê, li ber avahiya Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya li Taxa Şaxangê bi beşdariya Hevşaredarê Dêrsîmê û gelek hemwelatiyan çalakiyeke pirotestoyî li dar xistin. + +Beşdarên çalakiyê bi qasî 5 xulekan rêya Dêrsîm-Xarpêtê birîn û nehêştin wesayît derbas bibin. Çalakvanan hima him dirûşmeya 'Li ber xwe bide Lîcê, Dêrsîm e piştevanê te"; berz kirin. + +Çalakiya ku di bin pankarta ";Li hemberî nijadperestiya AKPê em hêla berxwedana şoreşger mezin bikin"; pêk hat de, li ser navê girseyê serokê ESPa Dêrsîmê Alî Ekber Kaya axivî. + +Kaya got ku ";bi armanca rawestana çêkirina qereqol û bendavan, ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û avakirina aştiyê, ji bo hikûmet gavên pêwîst di vî warî biavêje, ecv çend rojin gelê Lîcê li ber xwe dide";. + +Kaya bûyerên li Lîcê û kuştina du kesan mîna ";komkujî"; bi nav kir û got ";Bêguman berpirsê vê komkujiyê jî hikûmeta AKPê ye";. + +Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Ji bo çareseriya kêşeya Kurdî, daxwaz diyar in. Lê belê hikûmeta AKPê ya ku van daxwazan piştguh dike û gavekê navêje, zarok û jinên ku ji Rojava derbasî vî berî dibin dikuje û gelê ku mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne hewl dide bi bombeyên gazê bifetisîne. Serokwezîr Erdogan her core daxwaza maf û azadiyan wekî derbeyeke li dijî xwe dibîne. Serokwezîr çareseriya pirsa Kurdî jî ji saziyên saloxgeriyê re berdaye û serokwezîr hê jî vê kêşeyê wekî kêşeyeke ewlekariyê dibîne";. + +Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan belav bûn. + +Derengiya şeva borî bi heman armancê li Taxa Gazîkê çalakî hat lidarxistin. Di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Herwiha di protestoya ku şeva berê yên li Taxa Gazîkê hat lidarxistin de jî 7 kes hatibûn binçavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî wê rewşa ku bi ser bajarê Mûsilê de hat, ji ber ku artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê nikarîbûn bajarê Mûsilê biparêzin, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek ragihand û ev tekesta wê ye: + +Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim hevkariya xelkê Mûsilê bikin + +Mixabin ji ber şikestina artêş û hêzên ewlekariyê Iraqê di parastina xelk û bajarê Mûsilê de, çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser Mûsilê, vê yekê jî metirsiyeke mezin çêkiriye. Xelkê Mûsilê ji ber tirsa kuştin, borduman, nemana xwarin û xizmetguzariyan, ji bajarê xwe direvin. + +Me di her du rojên borî de hewleke mezin da ku em hemahengiyê ji bo parastina bajarê Mûsilê çêbikin, lê mixabin helwesta Bexdayê bi awayekî nebû ku em bikarbin vê hemahengiyê çêbikin. + +Ji bo bi hawarçûn û alîkarîkirina xelkê aware yê bajarê Mûsilê bi hemû neteweyên xwe ve çi Kurd, Ereb, Tirkman yan jî Kildan û Aşûrî be, ez daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê dikim ku her çiqas ji wan tê di çarçoveya yasa û ewlekariyê de, alîkariya xelkê aware yê Mûsilê bikin. Herwiha daxwaz ji Komîsyonas Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dikin ku bi hawara awareyên Mûsilê ve werin. + +Di heman demê de, em xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên ewlekariyê û pêşmerge di amadebaşiya temam de ne ku wek her tim rewşa wan navçeyan biparêzin. + +Nêçîrvan Barzanî + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê + +10-6-2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Rebîhe yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. + +Fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin. + +Bajarokê Rebîhe li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û deriyekî sînorî yê navdewletî li wir heye. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, navê derî Til Koçber e û ew di bin kontrola şervanên YPGê de ye. + +Li aliyê Başûrê Kurdistanê jî navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha ket bin kontrola pêşmerge. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bombeyeke vedayî teqiya û di encam de 3 kes birîndar bûn. + +";Asayişa Rojavayê Kurdistanê"; ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku teqîn îro derdora saet 10ê sibehê li nav bazara Tirbespiyê çêbû. + +Li gor wê asayişê, bombe di nav tûrekî de li bazarê hatibû danîn. + +Her li li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê de 3 kesên sivîl bi sivkî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ne, dibêje ku ew amade ye şervanên xwe bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo ku xelkê ji êrîşên çekdarên DAÎŞê biparêzin. + +Fermandariya giştî ya YPGê daxuyaniyek derbarê teqînên ku roja yekşemê li bajarokê Celewlayê çêbûn de, belav kiriye û tê de serxweşiyê li malbatên qurbaniyên wan teqînan dike. + +YPGê êrîşên çekdarên DAÎŞê li Xaneqîn, Celewla, Dûzxurmatû û Mûsilê wek ";êrîşên li dijî gelê Kurdistanê"; bi nav dike û dibêje ku ew êrîş ";destekeftên gelê Kurd dike armanca xwe";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şervanên YPGê di şerê li dijî çekdarên tundrew li Rojavayê Kurdistanê de, ezmûn û pisporiyeke mezin a şer wergirtine";, lewra dibêje ew amade ye ";yekîneyên xwe yên taybet û pisporên xwe yên leşkerî"; bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo ku li kêleka hêzên pêşmerge rûbirûyê çekdarên tundrew bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- 28 şofêrên Kurd ên xelkê Bakurê Kurdisyanê li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje ku ew lêkolînê li ser bûyerê dike. + +Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hesîb Kaplan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî nûçeya revandina wan şofêran gihandiye wezareta navxwe ya Tirkiyê. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Ew 28 şofêr xelkê navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ne. + +Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyê deriyê Til Koçer ê sînorî Siyamend Mistefa ragihand ku îro serê sibehê hêzên arrtêşa Iraqê ji deriyê Rebîhe yê sînorî revaiyan û niha Rebîhe di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Siyasmend Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku «hêzên artêşa Iraqê îro dora saet 4ê sibehê ji deriyê sînorî yê Rebîhe û bjarokê Rebîhe reviyan";. + +Bi gotin Mistefa, ";deriyê sînorî yê Til Koçer li aliyê Rojavayê Kurdistanê û deriyê Rebîhe li aliyê Başûrê Kurdistanê di destê şervanên YPGê de ye";. + +Rêveberiyê deriyê Til Koçer herwiha got ku ";çekdarên DAÎŞê nêzîk 5 heta 10 km dûrî bajarokê Rebîhe ne û hêzên pêşmerge di nav bajarokê de ne";. + +Berî niha fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin. + +Rûpela ";Sûriyê Mubaşer"; a opozîsyona Sûriyê belav kiribû ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser deriyê Til Koçer. + +Amed (Rûdaw)- Hat ragihandin ku piraniya şofêrên ku li Mûsilê ji aliyê DAÎŞê ve hatine revandin Kurd in û ji Silopiyê ne. Lê di nava şofêran de Ereb û Tirk jî hene. Rûdaw navê hin ajokaran aşkera dike. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji şofêrê bi navê Husnu Akbaş bi dest xistiye, piraniya şofêrên ku hatine revandin ji Silopiya Şirnexê ne û Kurd in. + +Navê şofêrên ku hatine revandin ev in: + +Mêrdînê: Osman Maruk, M. Nezir Çakan, Mehmet Taşdoner,Ahmed Çelîkoglu, Saît Çobanoglu + +Silopî: Tayar Ökten, Ramazan Şîmşek, Ozgur Şîmşek, Selahedîn karakum, Servet Karakum,Mehmet Kantarci, Serdar Bayrak. + +Riha: Hanifi Aktan , Halil Aktan, İbrahîm Uslu, Ceyvan îsmaîloglu + +Mereş: Okeş Şen. + +Husnu Akbaş bar barkiribû û berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê, îro serê sibehê li hevalê xwe yê şofêr Serdar Bayrak geriya. Şofêr Bayrak jê re got ku kamyonên wan ji aliyê DAÎŞê ve hatine desteserkirin û ew jî hatine revandin. Piştî vê gotinê telefona Bayrak qutbû û careke din jê û ji 28 şofêrên din ti agahî nehatin wergirtin. + +Piraniya şofêran zewicî ne û xwedî zarok in. + +Li aliyê din, şofêrê bi navê Okeş Şen ragihand ku ji wan şofêran 10 ji aliyê DAÎŞê ve ber bi cihekî nediyar ve hatin birin. + +Okeş Şen aşkere jî kir ku şifêrên din li santrala bi navê Geyara di destê DAÎŞê de ne. + +Heman şofêr dibêje ku grûpeke çekdar ku ji 30- 40 kesan pêkdihat bi ser santralê de girtine û di destê wan de çekên giran hebûn e. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê DAÎŞê li Mûsilê ragihand ku her 28 şofêrên ku şeva borî li Mûsilê hatin revandin dê bên darizandin. + +Ebû Omer ku wek berdevkê DAÎŞê li Mûsilê xwe dide naskirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê hatine revandin dê bên darizandin. + +Ebû Omer diyar kir ku eger ti têkiliyan wan şofêran bi hikûmeta Iraqê û Nûrî Malikî re tine be, dê bên azadkirin. + +Berdevkê DAÎŞê li Mûsilê anî ziman ku ti niyeta wan tine ye êrîşî Herêma Kurdistanê bikin. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Ew şofêr xelkê navçeyên Mêrdîn, Silopî, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne. + +Dihok (Rûdaw) – Asayişa parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber têkçûna rewşa ewlehiya parêzgeha Mûsilê heta niha nêzîkî 5 hezar kes ji wê deverê derbasî parêzgeha Dihokê bûne. + +Rêveberê Asayişa Dihokê, Bijar Koremarkî ji Rûdawê re got, em rêya xelkê devera Mûsilê nagirin lê em nikarin hema wisa jî berdin ji ber wê jî dema ber bi Dihokê ve tin em lêpirsînê bi wan re dikin û da zanîn, ew kesên nexweş in yan kefîlê wan heye yan jî kesekî li Dihokê nas dikin dikarin derbasî Dihokê bibin. + +Bijar Koremarkî her wiha ragihand, heta niha nêzîkî 5 hezar kes ji Mûsilê hatine Dihokê û got, hemû pêdiviyên seretayî ji bona wan penaberan hatiye dabînkirin û ambulans û amûrên pêwîst ji bo alîkariya wan hatiye dabînkirin. + +Rêveberê asayişa Dihokê anî ziman, ji ber ku gellek kes ji Mûsilê direvin rêya Mûsil-Dihokê pir qerebalix bûye lewma hatinçûn pir zehmet +bûye. + +Koremarkî diyar kir ku nêzîkî 4 hezar penaberên Mûsilê berê xwe dane bajarokê Akrê yê Dihokê û deverên derdora wî bajarokî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Demhat Egîd ragihand ku ew wek PKK û Hêzên Parastina Gel (HPG) amade ne hemû karînên xwe yên siyasî û leşkerî bo paratsina destkeftên Başûrê Kurdistanê bişînin Başûr. +Demhat Egîd di daxuyaniyekê de got: ";Em wek PKK û HPG amade ne bi hemû karînên xwe yên siyasî û leşkerî hêzên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê bo parastina wan destkeftên Başûr."; +Egîd sedema vê helwesta PKK bo wê yekê vedgerîne ku: ";Navçeyên cihê nakokiyê yên li derveyî Herêm, ev hefteyeke ku alozî tê de derketiye û li çend navçeyan teqîn, şehîd û birîndar hene."; +Herwiha berpirsê têkiliyên derve yê PKK diyar kir jî ku: ";Ji ber xema me, em wek PKK û HPG amade ne bi hemû karînên xwe yên siyasî û serbazî bo parastina destektên Başûr, hêzên xwe bişînin û nehêlin ku ew rewş têkbiçe û nehezên Kurdan dest bixin nava wê de."; +Demhat Egîd ragihand ku: ";Pêwîste Kurd yekgirtî bin û dest bidin dest hev û nakokî û milmilaniyan danin aliyekî."; +Herwiha navborî amaje kir ku:"; Rewşa Kurd li her çar parçeyan û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û beşek ji axa Başûr bi sedema çeteyên DAÎŞ û alîgirên wê, komplo li sere, lewma pêwîste niha Kurd hevgirtî be û dest bixin nav destê hev û arîşe û milmilaniyan danin aliyekî û yekgirtî bin bo parastina axa Kurd û nasnameya Kurd."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li hemberî binçavkirina 7 çalakgeran, di bin serperiştiya DO-DERê de xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin û li ber Midûriyeta Emniyeta Giştî xwepêşanderan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe derbirîn. + +Duh bi şev li Dêrsimê, li dijî bûyerên navçeya Lîcê ya Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Di wan çalakiyan de 7 kes hatibûn binçavkirin. + +Îro, li navenda bajarê Dêrsîmê bi piştgiriya BDP, HDP, EMEP, ESP, Partîzan û DHFê, bi beşdariya niştecihên bajêr, Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Alîkarê Hevşaredaran Huseyîn Tûnç; di bin serperiştiya Komeleya Xwendekarên Azad ên Dêrsîmê (DO-DER) de ji Kolana Hunerê heta li ber avahiya Midûriyeta Emniyeta Giştî ya xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. + +Li ber avahiya baregeha polêsan, li ser navê xwepêşanderan Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû daxuyand. + +Dogrû, got ku ew li hemberî êrişa ku li dijî gêncên ku mafên xwe yên rewa û demokratîk bi kar tînin û ji ber vê yekê tên binçavkirin, li vir civiyane. Dogrû, wiha domand: "Dema ku li Tirkiyê qala 'vebûneke demokratîk' û pêşkeftineke tê kirin, mixabîn li beramber êriş û komkujî pêk tên. Licê, di vî warî de mînakeke zindî ye. Di hundirê pêvajoya yek sal û nîvî de yên ku ti gaveke biçûçik jî neavêtine, yên ku di hundirê wesayîtên leşkerî de gefa kuştinê li gel dixwin, li Licê komkujiyekê pêk anîn. Di dewleteke mafzan û asayî de diviyabû berpirsên vê komkujiyê bên eşkerakirin, lê li Tirkiyê bîreweriya dewletê li şûna ku kujeran eşkera bike zêdetir fişaran dixe ser Licê." + +Dogrû anî zimên ku hemwelatiyên ku nêzîkatiya dewletê ya li Licê qebûl nakin û nerazîtiya xwe li hemberî van kiryaran nîşan didin, rastî tundî, binçavkirin û destgîrkirina polêsan tên. Dogrû, der heqê mijarê de wiha pê de çû: "Li Dêrsîmê careke din li dijî gêncên me yên ku mafên xwe yên rewa û demokratîk ên çalakî û xwepêşandanê cîbicî dikin û ji bo vê yekê hatine binçavkirin, tenê li hemberî bêwîjdaniya li Licê diqewime dengên xwe berz kirine." + +Piştî daxuyaniyê xwepêşander ji bo şopandina doza binçavkiriyan bi dirûşmeyan ber bi dadgeha bajêr ve bi rê ketin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ragihand ku çekdarên DAÎŞ navçeya Zab, Ebasî û Hewîce kontrol kirin. +Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku navçeyên Zab û Ebasî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve hatin kontrol kirin. +Talebanî amaje kir ku hê şer û pevçûn jî li navçeya Reşadê berdewamin, herwiha DAÎŞ navçeya Hewîce kontrol kirin. +Berî niha jî, Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome.Qadir herwiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê. + +Kerkûk (Rûdaw) – Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome. Qadir her wiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê. + +Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê piştî ku Mûsil girtin, êrişî Kerkûkê jî kirin lê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bersiva wan didin. + +Li ser rewşa Kerkûkê, fermandeyê polîsên bajarok û derdora Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re got, şer û pevçûn li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê didome. + +Serhed Qadir, anî ziman ku ew dever neketine bin kontrola çekdarên DAIŞê. + +Li gorî hinek malper û ajansên nûçeyan, deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê ketiye bin kontrola DAIŞê. + +Fermandeyê polîsên deverên derdora Kerkûkê, anî ziman ku hetan iha hêzên wan li deverên Reşad û Zapê ne û got, çekdaran hinek cih xistine destê xwe lê hêzên me jî beşek ji wan deveran ji bin kontrola wan derxistine û şer û pevçûn jî didome. + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a KCKê (PKK) Duran Kalkan ragihand ku, ji ber dirûtiya hikûmeta Tirkiyê di pêvajoya aşitiyê de êdî kes nikare gerîlayan serwext bike çimkî baweriya wan tenê bi rêberê wan Abdullah Ocalan tê, lewma divê ew bikaribin bi rêberê xwe rasterast hevdîtin bikin. +Duran Kalkan, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Stêrk TV ku îro hat belavkirin, ragihand ku BDP û HDP nûnertiya PKKê û gerîlla nakin û muxatebê wan tenê Ocalan e. +Kalkan anî ziman ku piştî hevdîtinên bi Ocalan re şanda HDPê tiştekî dibêje hikûmeta Tirkiyê tiştekî din dibêje, ev jî dibe sedema bêbaweriyê lewma gerîla û PKK tenê bi gotina rêberê xwe bawer dike û ji ber wê jî divê derfetên dîtina rasterast a Ocalan ji PKKê re çêbibe. +Wî rayedarê PKKê her wiha destnîşan kir ku her ku tiştek çêdibe êrîşî BDP-HDP dikin, bila herkes zanibe ku ew ne PKK û ne gerîlane û ji Erdogan re wiha got: ";Eger tu mêrxasî were hesab ji me bixwaze."; +Li ser aloziya vê dawiyê ya çûyîna komek gencên kurd bo nav refên PKKê, ku di medya Tirkiyê de wek ";revandina zarokan"; tê şirovekirin, Kalkan got, ew zarokên ku ew behs dikin li ba me genc in û ji ber zilm û zora dewletê û hêrsa Erdogan direvin tên çiya lê me heta niha ti kes bi zorê nedaye sekinandin û yên ku tên bi dilê xwe tên û eger nexwazin jî dîsa vedigerin. + +Efrîn (Rûdaw)- Duh, Duşemê, danê êvarî demjimêr 22:30 çalakvanek bi navê Wehîd Mehmûd Mistefa li ser riya Reco li Efrînê ji aliyê girûpeke çekdar ku ser çavên xwe girtibûn hate revandin û piştî çend demjimêr aşkence hat berdan. +Wehîd Mehmûd Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew bi otombîlek spî ji corê ";Van"; ku 5çekdar têde bûn hate revandin dema ku diçû kafê nêt. +Herwiha Mistefa ragihand ku ew piştî du demjimêran hate berdan,lê berî ku wî berdin gelek eşkence bibû ku bi qandaxa çek li ling û serê wî dixistin. +Li ser sedemên revandina wî, Wehîd Mehmûd Mistefa ragihand ku wan jê re gotibû ku ew li ser rûpela xwe ya facebookê pishtgiriya shoresha Sûrî dike û di shoreshê de ye. +Tê zanîn ku berî demeke din jî çalakvanek din li Efrînê bi navê Selah Elo hatibû revandin ji ber van sedemên ku Çalakvan Mehmûd pê hatibû revandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ceafer Şêx Mistefa got ku wan berî niha hişiyarî ji rewşa Mûsilê dabûn û dizanîn ku dê wiha biserê wê were, lê kesî guh neda wan, herwiha xelkên Herêma Kurdistanê piştrast dike ku ";Grûpa DAÎŞ nikarte li Kurdistanê tiştekî bike."; +Ceafer Şêx Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, berî niha Wezareta Pêşmerge hişiyarî derbarê lawaziya Artêşa Iraqê dabûn û dizanîn ku grûpên radîkal dikarin dest danin li ser navçeyê, lê wek ku wî got ";Hinek fermanderên neserkeftî di nav Artêşa Iraqê de didîtin ku ew li navçeyê serkeftî bûn, lê derket ku ew newiha ne."; +Derbarê metrisiya beşek ji xelên Herêma Kurdistanê li ser belavbûna aloziyên Mûsilê bo Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge got: ";Ez wan piştrast dikin ku ev yek çênabe û ew grûp karîna wê nîne û dê bişkin jî eger wiha bikin."; +Li ser pirsa egera şandina Hêzên Pêşmerge bo Mûsilê jî, navhatî diyar kir ku: ";Çûna Hêzên Pêşmerge bo her navçeyeke Iraqê dive li gor rê û şûnên taybet be û pêwîste bi fermî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê, wek fermanderên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê bê kirin ji nû dê Pêşmerge amade be biçe her cihekî."; +Ceafer Şêx Mistefa derbarê egera dûbarebûna wê rewşa niha li Mûsilê heye û DAÎŞ dest dane li ser Kerkûkê wiha ragihand: ";Ev yek çênabe, ji ber ku em dê heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li Kerkûkê bikin û ez ji xortan jî piştrastim ku ew dê bi awayekî xwebexş dakokî li wê beşa Kurdistanê bikin."; +Derbarê pirsiyara ku çima Hêzên Pêşmerge heman dakokî li Mûsilê nake, Wezîrê Pêşmerge got: ";Li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge tê de ne û dezgehên ewlekarî jî di dest Kurdan de ne, lê li Mûsilê rî nedan Pêşmerge ku biçin nav bajar, eger na me nedihişt ku wiha biserê Mûsilê bê."; +test + +Hewlêr (Rûdaw)- Zêdetirî 100 leşkerên Kurd ên di nav artêşa Iraqê de li avahiya operasyonên taybet li bajarê Tikrîtê (navenda parêzgeha Selahedînê) ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin. + +Leşkerekî ji wan di rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ew zêdetirî 100 Kurdên ser bi Garda Niştimanî ya Iraqê ne û li avahiya operasyonên taybet ên Tikrîtê ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin, herwiha rê derketinê jî li wan hatiye girtin";. + +Bi gotina wî leşkerê Kurd, ";DAÎŞ moleta 2 saetan daye wan ku eger avahiyê vala nekirin, ew dê êrîş wan bikin";. + +Leşkerê Kurd diyar kir ku ew niha nizanin çi bikin û rêya derketinê jî li ber wan girtiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ragihand ku duh sêşemê 450 kes di rêya Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê, dibe ku bi vê yekê rê li ber lihevkirina her du encûmenên kurd li Rojavayê Kurdistanê jî bê xweşkirin. + +Mistefa Ebdilezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew û rêveberiya deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê li hev kirine ku derî li ber vegera hemwelatiyên Rojava û derbaskirin alîkariyan her vekirî bimîne. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên vê dawiyê yên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de, daxwaz kiribû ku zemîne ji bo destpêkirina karê hevbeş navbera her du aliyan de bê peydakirin. Yek ji mercên ENKSê jî ji bo karê hevbeş ew bû ku deriyê Sêmalka bê vekirin. + +Ji roja 10ê hezîranê de, ew derî hatiye vekirin û bi gotina rêveberê deriyê Sêmalka, li gor rêkeftina navbera wan û rêveberiya Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê, wê derî li ber vegera Kurdên Rojava, derbaskirina alîkariyan û şandên siyasî bi awayekî berdewam vekirî be. + +Mistefa Ebdilezîz hêvî xwest ku ew bikaribin ligel rêveberiya Pêşabûrê bigihin rêkeftinekê ji bo ku derî li ber hatin û çûna xelkê jî bi yekcarî bê vekirin. + +Deriyê Sêmalka ango Pêşabûr di sibata 2013an de navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat vekirin. + +Ew derî di destpêkê de ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) dihat birêvebirin. + +Lê piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û rêveberiyên herêmî li Cizîrê, Kobanî û Efrînê hatin avakirin, deriyê Sêmalka ji bin kontrola komîteyên her du encûmenan hat derxistin û niha rêveberiya derî di destê rêveberiya herêma Cizîrê ya xweseriya demokratîk de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertuglu Kurkçû derbarê daxistina ala Tirkiyê li navçeya Lîcê ya Amedê de, ragihand ku dibe ku ew kar ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatibe kirin. + +Ertuglu Kurkçû di hevpeyvîneke CNN Turk de got ku ";bûyerên vê dawiyê li Lîcê şirîta bûyerên daxistina ala Tirkiyê tîne berçavê mirov, ku hemû carekê pirsa Kurd nêzîkî qonaxeke hestyar û hesas dibe, bûyerên wiha diqewmin, kesên ku al daxistine li derveyî îradeya wan kesan in ku dixwazin pirsa Kurd pêşve bibin";. + +Hevserokê HDPê bi bîr xist ku di kongreya sala 1997an de ala Tirkiyê hat daxistin û got ";Piştî lêkolînan derket ku kesê al daxistiye ji aliyê berpirsekî MÎTê ve hatibû tûjkirin";. + +Kurkçû bal kişand ku ";berpirsên wê navenda leşkerî ya ku lê anîn xwarê, gelek bi jîrane mamele kirine dema gotine ku ji ber agirbest heye û pêvajoya aştiyê dimeşe wan hêz li hember wî karî bi kar ne aniye";. + +Serokerkaniya artêşa Tirkiyê derbarê bûyerê de gotibû ku ";roja 8ê hezîranê grûpekê li nêzîk navendeke hêzên ezmanî li Amedê bêyî destûr xwepêşandanek li dar xistin û kesekî ser û çavê wî nixumandîbû êrîşî ala Tirkiyê kir";. + +Serokerkaniya artêşa Tirkiyê diyar kir ku ewê li wî kesî bigere û wî ceza bike. + +Berekat Îsa +Şingal (Rûdaw)- Rêveberê asayişa Şingalê Şewket Kanîkî ragihand ku zêdetirî 2 hezar pêşmerge rêya navbera bajarê Duhok û bajarokê Şingalê diparêzin. + +Şewket Kanîkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku rêya navbera Duhok û Şingalê bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û kesên bixwazin dikarin di rêya Rebîhe re hatin û çûnê navbera her du bajaran bikin. + +Rêveberê asayişa Şingalê tekîd kir ku ti pêwîstiya wan bi çekdarkirina ciwanan tine ye û hêzên asayişê bi xwe dikarin deverê biparêzin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, bi dehan ciwanên Şingalê ji hêzên asayişê û pêşmerge xwestibûn ku ew jî çekdan rakirin ji bo parastina Şingalê, lê hêzên ewlekariyê ev red kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay ragihand ku di nav KCKê de li gor ku medyaya Tirkiyê digot nêzîkî 1000 endamên rêxistina MÎTa Tirkiyê hene û îhtîmala mezin ew kesê ku ala Tirkiyê daxistiye yek ji wan be. + +Burkay ji medyayê re diyar kir ku ";ew kes ne zarok e, diyar e ku wî perwerdeya komandosê dîtiye, lê ya balkêş ewe ku çima hêzên ewlekariya li wê derê destêwerdana wî kesî nekirin";. + +Kemal Burkay aşkere kir ku ";ev bûyer zelal diyar e ku provaksyone û dema ku xwepêşandanên wiha çêbibin dibe jêrzemîneke xurt ji provakasyonan re";. + +Serokê HAK-PARê destnîşan kir ku ";di dema borî de gelek bûyerên wiha rûdan û di encamê de derket holê ku bi destê MÎTa Tirkiyê çêbûye û ne dûre ku endamên rêxistina Ergenekonê jî kiribin";. + +Di xwepêşandanên roja 9ê hezîranê li Amedê, ciwanek ala Tirkiyê li ser bargeha hêzên ezmaniya Tirkiyê anî xwar. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bêyî ku ti şerekî bike, deiryê sînorî yê Rebîhe yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin, lê hîn li ser rêvebirina derî ligel rêveberiya derî li aiyê Rojavayê Kurdistanê li hev nekirine. + +Li aliyê Başûrê Kurdistanê navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye, li aliyê Rojavayê Kurdistanê jî ew derî bi navê Til Koçer e û di bin kontrola şervanên YPGê ne yên ku wek baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tên naskirin. + +Berpirsê lîwaya 8 ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku duh piştî ku hêzên Iraqê yên li deiryê Rebîhe reviyan û derî vala kirin, hêzên pêşmerge bêyî ti şerekî bikin şûna wan girtin. + +Rêveberê deriyê Til Koçerê Siyasmend Mistefa duh ji Rûdawê ragihand ku ";hêzên Iraqê dora saet 4ê sibehê ji Rebîhe reviyan û pêşmerge şûna wan girtin, lê deriyê sînor li her du aliyan di destê şervanên YPGê de ne";. + +Li hember vê yekê berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";şervanên YPGê derbasî Rebîhe nebûne û ew teqnê li Til Koçer e û niha di amadebaşî û alarmê de ne";. + +Berpirsê lîwaya 8 ya hêzên pêşmerge got ";Deriyê Rebîhe li aliyê Başûrê Kurdistanê di destê pêşmerge de ye û li aliyê Rojavayê Kurdistanê PYDê heye, lê em hîn nizanin emê çawa derî birêvbibin, ji ber dibe ku hêzên zêrevanî bêne cihê me";. + +Haşim Sîteyî aşkere kir ku heta niha ti civînek navbera wan û PYDê derbarê awayê rêvebirina deriyê Rebîhe û Til Koçer de nehatiye kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet aşkere kir ku fewceke artêşa Iraqê ku Kurd jî di nav de hene, xwe radestê hêzên pêşmege kirine. + +Helgurd Hîkmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku fewca 4 a lîwaya 15 a artêşa Iraqê şeva borî xwe teslîmî wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin û wezaretê jî pêşwaziya wan kir. + +Hîkmet diyar kir ku fermandarê wê fewcê Kurd e û leşkerên Kurd jî di nav de hene. + +Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta pêşmerge red kir ku serokê Herêma Kurdistanê heta niha ti fermanek dabe pêşmerge û got ";Valahiyeke gelek metirsîdar çêbûye, bi taybet li navçeyên Kerkûk û Mûsilê, dema artêşa Iraqê li wir nemîne, yan divê em li cihê xwe bimînin û DAÎŞ were cihê artêşê, yan jî divê em bi xwe cihên artêşê dagirin";. + +Helgurd Hîkmet herwiha got ";Li hinek cihan valahiyeke ewlekariyê ya metirsîdar çêbûye, ji ber ku artêşa Iraqê îradeya xwe ji dest daye û ji cihê xwe derdikeve, em jî neçarin ku hêzên pêşmerge bişînin wan cihan, li Kerkûkê cihê wiha hene ku niha di bin kontrola pêşmerge de ne";. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê 4 kes serjêkirin û hêzeke artêşa Iraqê li heman parêzgehê çekên xwe danîn û reviyan. + +Çavkaniyekê ji polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li xala kontrolê ya Mezrehe li nêzîkî nahiyeya Reşad a girêdayî parêzgeha Kerkûkê, 4 kes ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin serjêkirin. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, leşkerên lîwaya ";Dilsozên Niştiman"; a artêşa Iraqê li bajarokê Daqûqê ber bi başûrê Kerkûkê û derdora bajarokê Xurmatû ve reviyan. + +Hêzên wê lîwayê 200 Hummer û otombîlên leşkerî li pey xwe hiştine. + +Kerkûk (Rûdaw)- Nahiyeya Keyan a girêdayî parêzgeha Kerkûkê ku berî niha di destê fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê û fermandariya operasyonên Dîcle de bû, ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nahiyeya Keywan bûn û li wir belav bûn. Pêşmerge piştî wê yekê çûn ku hêzên fîrqeya 12 û Dîcle cihên xwe li nahiyeyê vala kirin û reviyan. + +Li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin û li wan cihên ku artêşa Iraqê ji ber êrîşên DAÎŞê direvin, pêşmerge cihên wan dadigire. + +Berpirsekî wezareta pêşmerge derbarê vê yekê de dibêje ku pêşmerge naxwaze DAÎŞê cihên artêşa Iraqê jê dikişin, bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên artêşa Iraqê li parêzgehên Kerkûk û Neynewayê direvin û hêzên pêşmerge ji bo dagirtinan valahiya ewlekariyê, cihên wan digirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê balafirgeha Huriye ya leşkerî li Kerkûkê vala kirin û reviyan, hêzên pêşmerge jî yekser ew balafirgeh kontrol kirin. + +Li bajarê Mûsilê jî, artêşa Iraqê balafirgeha sivîl a bajêr vala kiriye û reviyane, bi heman awayî jî hêzên pêşmerge li cihên wan balafirgeh kontrol kirin. + +Her îro û piştî ku hêzên fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê û hêzên Dîcle ji nahiyeya Keywan a girêdayî parêzgeha Kerkûkê reviyan, hêzên pêşmerge cihên wan girtin. + +Şingal (Rûdaw)- Li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê li qeza Şingalê, şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê berdewm dike. Malperke nêzîkî PYDê jî dibêje ku şervanên YPGê di wî şerî de piştgiriya pêşmerge dikin. +Peyamnêrê Tora Meydyayî ya Rûdawê li Şingalê ragihand ku li xala sînorî ya Seydo Kulî li rojavayê nahiyeya Sinûnê ya girêdayî qeza Şingalê, şerê navbera pêşmerge û DAÎŞê berdewam dike. +Peyamnêrê Rûdawê tekîd kir ku piştî ku DAÎŞê dest danî ser bajarê Mûsilê, hêzên artêşa Iraqê ji xala sînorî ya Seydo Kulî reviyan û çekdarên DAÎŞê cihê wan girtin, pişt re şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û DAÎŞê li wê navçeyê derket. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, gelek kuştî û birîndarên DAÎŞê li wê navçeyê hene û hêzên pêşmerge jî pêşdikevim. +Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê diyar kir ku ew xala sînorî gelek girîng e, lewra hêzên pêşmerge bi hemû awayekî hewl didin ku DAÎŞ ji wê xalê û navçeyê jî derbikin. +Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re got ku çekdarên DAÎŞê di şerê li xala sînorî ya Seydo Kulî de cenazeyê kuştiyên xwe li pey xwe dihêlin. +Her derbarê wî şerî de, malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ragihand ku di şerê li ser sînorê Şingalê de ";şervanên YPGê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê de piştgiriya hêzên pêşmerge dikin. +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, bajarokê Cezhe nêzîkî xala sînorî ya Seydo Kulî ye. Ew bajarok di bin kontrola YPGê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ocalan dibêje, eger nexşeya pêvajoyê derbiketa niha bûyerên Lîcê ne dihatin jiyan kirin. +Cîgira Serokê koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê, Perwîn Buldan ragihand ku rêberê PKKê Abdula Ocalan dibêje ku , êdî ew rêbaza desthilatdariya hikûmeta AKPê nayê qebûl kirin û pêwîste dev ji wê rêbazê berde,û amadekariyên şer li herêmên Kurdan jî bi dawî bîne. +Buldan ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku, Ocalan anî ziman ku, pêwîste ew komxebata pêvajoyê ku li Amedê dest bi xebata xwe kiriye berdewam bibe, û eger heta niha nexşeya pêvajoya aşitî hatiba ragihandin wê bûyerên Lîcê rû nedana. +Perwîn Buldan destnîşan kir ku, Abdula Ocalan tekez kir ku, çêkirina qereqol û bendavan, û zêdekirina hejmara leşkeran li Kurdistanê, tê wateya amadebûna şer, û bê bawerî ji pêvajoyê, û ew tişt jî hêşt ku gelê kurd li dijî wê derkeve û xwepêşandanan bike. +Perlementera HDPê ya Colemêrgê got,Rêberê PKKê, hişyarî da hikûmet û gelê kurd li bakûr ku, jêrzemîna pirovakasyonan çênekin, û xwe ji bûyerên tund ku zirarê bide pêvajoyê dûrbixînin. +Perwîn Buldan da zanîn ku, Ocalan wê di demeke nîzîk de nameyeke berfire ji rayedarên KCKê re binvîse, lê xwestiye ku şanda HDPê bi ziman naverokê vê hevdîtinê ji bo KCKê ragihînin. + +Hewlêr ( Rûdaw )- Endamên û Serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yên ji aliyê asayişa ser bi PYD ve hatibûn ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn nefîkirin bo Herêma Kurdistanê , wê nêzîk vegerin malên xwe . +Endamê polîtburoya PDK-S, Beşar Emîn ji Tora Mediyayî ya Rûdawê re raghand :"Piştî gotûbêjan bi hevalên xwere li hundir û li dervey Rojavayê Kurdistanê em gihan wê biryarê ku veger biryara raste û li gor vê pêvajoyê ye ." +Herwiha Beşar Emîn got: "Li ser vegera me çi rêkeftin bi PYD û EGRK re nînin û me di destpêkê de jî gotiye , em ne li benda wanin heta em vegerin yan venegerin welatê xwe, lê bitenê em li benda biryara partya xwe ne " +Wî Endamê polîtbîrûa PDK-S di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku: "Em endamên PDK-S yên hatin derkirin û yên rê li wan hatiye girtin ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê tevî Sekreterê PDK-S, Siûd Mela van du rojan emê vegerin Rojava, dibe ku hin endam jî hebin ku nexwazin vegerin " +tê zanîn li 15 / 5 / 2014 her çar endamên polît birûa PDK-S ( Nafi Beyro , Mihemed Sedûn , Mihemed Elî , Elî Îbrahîm ) hatin nefî kirin ji Rojavayê Kurdistanê û beriya wê jî Beşar Emîn jî hatibû nefî kirin û her wesa rêya vegerê li ber sikreterê PDK-S hatibû girtin li ser sînorê di navbera Rojavayê kurdistanê û Bakurê kurdistanê de. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê frakisyona Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê, Letîf Mistefa derbarê banga Nûrî Malikî de bo ragihandinda rewşa awareta li Iraqê da zanîn ku ew dê sibe beşdarî civîna parlamentoyê bibin lê ew neligel ragihandina rewşa awarete ne. +Letîf Mistefa di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Fraksyona Gorranê dê beşdarî civîna sibe ya Parlamentoya Iraqê bibe, lê em neligel ragihandina rewşa awarte ne."; +Duh, Çareşemê, Nûrî Malikî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kiribû ku cvînek neasayî lidarbixe bo ragihandina rewşa awarte li Iraqê, sibê jî parlamento bo wê mebestê dicive. +Serokê frakisyona Gorranê di Parlamentoya Iraqê de got:";Em dê ligel aliyên din ên Kurd yekhelwest û yek biryar bin."; Hevdem bidûr zanî ku ragihandina rerwşa awarte dengên pêwsît di parlamentoyê de bîne, yan jî rêjeya amdebûyan alîkar be bo vê yekî. +Eger hat û rewşa awarte hat ragihandin, Letîf Mistefa 3ê merc wek pêwîst dan zanîn da ku ev rewş bê ragihandin ew jî evin: +Yekem, Rewşa awarte beşkî be, wate negiştî, tenê wan parêzgehan vegire ku pêwîstî pê be, ev jî piştî şîrovekirineke pêwîst dibe. +Dûyem, Divê proje yasayek bê amade kirin û tê de desthilatên serokwezîr rabighîne. +Sêyem, Divê temenê parlamento bê dirêjkirin, ji ber ku nab temenê parlamentoyê bidawî hatibe û rewşa awarte raghîne, ji ber ku wê demê dê Malikî arezûya dektatoriyetê bisepîne. +Derbarên navçeuên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, navborî got:";Dibe ku ew bajarok û gundan diyar bikin ku dê rewşa awarte wan vegire."; +Ji aliyê Behzad Mîranî û Aso Fîşegî + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji desteya bergirî ya Kantona Cezîrê, ku ji aliyê PYD û hevalebendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandine, got ku ew bo hevkariya Hêzên Pêşmerge çûne ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de da şerê çekdarên DAÎŞ bikin, lê Wezareta Pêşmerge ew daxuyanî red kir. +Çavkaniyekê ji desteya bergirî ya Kantona Cezîrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro demjimêr 11ê berînro, civînek di navbera Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê li navçeyeke sînorî birêve çû."; +Çavkaniyê got jî ku: ";Di civînê de, her du alî rêkeftin li ser parastina 25 kilometir ji sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê û parastina navçeya Rebîe û deriyê sînorî yê Rebîe ji êrîşên DAÎŞê."; +Wê çavkaniya desteya bergirî Kantona Cezîre ragihand ku ";Pêşmerge û YPG rêkeftine ku êdî rê ndein ku Artêşa Iraqê vegere wê navçeyê."; +Ji aliyê xwe, Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişiyariya Niştimanî li Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ew daxuyanî redkir û got: ";Ti civînek di navbera Pêşmerge û YPG de birêve neçûye û ti rêkeftinek bi wî corî jî nehatiye îmze kirin."; +Hevdem YPG, ku baskê leşkerî yê PYD ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku ";Ji encama valahiya ewlekarî li gundê Rebîe ya Iraqê (…), YPG bihemahengî ligel Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê deriyê sînorî, yê Rebîe, parstin."; +Heriwha YPG di daxuyaniye xwe de dibêje jî: ";Îro piştî nîvor çeteyên DAÎŞ êrîşî yekîneke Pêşmerege kir, dema ku dixwestin bazgehekê li ser sînor kontrol bikin li beramber gundê Selîme ji aliyê Sûrî ve, lê YPG derbsa bû û hevkariya birayên xwe kirin û di rûyê eçteyên DAÎŞ de rawestan û ew neçar kirin da ku birevin."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Nadir Ebdulla ragihand ku ti hêzeke Fermandarya Operasyonên Dicle li sînorê parêzgeha Kerkûkê nemaye ";Hemûyan pêgehên xwe bicih hiştine."; +Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, Nadir Ebdulla di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Îro serê sibehê, em çûn hin navçe û bargehe, me dît ku hêzên artêşa Iraqê kelûpelên xwe yên leşkerî bicih hiştine, piştire aşkere bû ku bêy ku artêş kesekî ji DAÎŞê bibîne, pêgehên xwe bicih hiştine."; +Herwiha Ebdulla matmayî ma ji wê yekê ku çawa Artêşa Iraqê bi asayî ji pêgehên xwe reviyane ji ber ku ";Kelûpelên pêşkeftî û gelek keresetên leşkerî di dest wan de bûn."; +Derbarê çarenivîsa wan efser û leşkerên reviyayî li parêzgeha Kerkûkê, Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê got: ";Ew li cem me ne û silametin."; +Herwiha li ser gotegotin ku dibêjin dizî li wan navçeyên ku Artêşa Iraqê bicih hiştine çêbûye, Ebdulla ragihand ku: ";Ez nikarim bibêjim tiştek çênebûye, lê dibe ku çend haletek çêbûbin û hinek ji welatiyên Ereb wiha kiribin, lê em rê nadin tiştên wiha bibin û çi kesê talanê bike em wî darezînin."; +Derbarê çekên bicih mayî yên Artêşa Iraqê, ku gelo bidest DAÎŞ ketine, Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wiha bersiv da ";Ew necihê metirsiyê ye."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Lîwayê yek ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeya Til Werd bi temamî kontrol kir û şer li wir rawesta. +Çavkaniyekê ji navçeya Til Werd, ku dikeve rojavayê Kerkûkê de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Demijmêr 18:00 şer li Til Werd raweste û navçe ket bin destê Pêşmerge de."; +Li gor gotina wê çavkaniyê ";Çekdarên DAÎŞ tenê bi çekên nîşançî şer dikirin û nêzîk nedibûn."; +Herwiha çavkaniyê red kir ku hêzên dijî terorê beşdaîr wan operasyonan bûbin û got: ";Lîwayê yek ê Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên derdoar Kerkûkê di operasyonê de beşdar bûn."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke nû di navbera hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê de çêbûbe. +Çend dezgehên medyayî nûçeyek belav kirin ku dibêje ";Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi serpiriştiya Amerîka rêkeftine li ser wê yekê ku dê Iraq rê bide Kurdistanê da ku petrola xwe bişîne bifiroşe û di himber de Hêzên Pêşermege şerê DAÎŞ li Mûsilê bikin."; +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke wiha çêbûbe û wiha got: ";Ev nûçe destkirde û ji hemû rastiyekê dûre û ti bingeh jî jê re nîne."; +Sefîn Dizeyî tekez kir jî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge pabedndin bi pasaratin asayiş û aramiya herêm û welatiyên Herêma Kurdistanê û naveçeyên Kurdistanî yên derveyî êadareya Herêma Kurdistanê û ";Bi hemû awayekî bergirî li wan navçeyan dikin û li ti cihekî rê nadin bibin armanc û bikivin bin metirsiyê de."; + +Wan (Rûdaw)- Li bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hat.....zaniyariyên zêdetir bealv dikin +Hewlêr (Rûdaw)- Malbatên her 28 şofêrên Kurd ên ku ji aliyê DAÎŞê ve hatine revanidn niha li Hewlêrê ne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku malbata wan her 28 şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve hatine revandin û niha ti agahiyek li ser wan nîne, hatina paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. + +Roja 09.06.2014, 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji şofêrê bi navê Husnu Akbaş bi dest xistiye, piraniya şofêrên ku hatine revandin ji Silopiya Şirnexê ne û Kurd in. + +Navê şofêrên ku hatine revandin ev in: +Mêrdînê: Osman Maruk, M. Nezir Çakan, Mehmet Taşdoner,Ahmed Çelîkoglu, Saît Çobanoglu + +Silopî: Tayar Ökten, Ramazan Şîmşek, Ozgur Şîmşek, Selahedîn karakum, Servet Karakum,Mehmet Kantarci, Serdar Bayrak. +Riha: Hanifi Aktan , Halil Aktan, İbrahîm Uslu, Ceyvan îsmaîloglu +Mereş: Okeş Şen. + +Kerkûk (Rûdaw)- Di rûbirûbûnên navbera polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê bi alîkariya Hêzên pêşmerge û çekdarên rêxitsina radîkal DAÎŞ li navçeya Til Werd, 10 çekdarên rêxitsina navborî hatin kuştin û 7 din jî birîndar ketin. +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Rûdawê re got ku polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge demjimêr 11:00 berî nîvro êrîşî çekdarên DAÎŞ li navçeya Til Wertd kirin, dema ku dixwestin wê navçeyê kontrol bikin. +Serhed Qadir aşkere kir jî ku ";Di wî şerî de 10 çekdarên DAÎŞ hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn."; +Herwiha çavkaniyekê ji nexweşxaneya Hewîce ragihand ku termê kuştiyan herwiha birîndarên DAÎŞ bo nexweşxaneya navborî hatin veguhestin ";Du ji kuştiyan jî xelkên Kerkûkê bûn."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya Rûdawê îro sibehê ket ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê. + +Di hejmara 253 ya vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de, çend mijarên siyasî, aborî, kultûrî û aborî yên girêdayî her çar perçeyên Kurdistanê cih digirin. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê vê heftiyê bal dikişîne ser hûrgiliyên kontrolkirina çend bajar û navçeyên Iraqê ji aliyê rêxistina DAÎŞê ya radîkal ve. + +Herwiha hevpeyvîneke taybet ligel rojnamevan û nivîskarê navdar ê amerîkî Thomas Friedman hatiye kirin ku tê de behsa paşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn dike. + +Hunermendeke Kurd jî di hevpevyvîna vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de dibêje ";bi stranên kurdî nabim hunermendeke cihanî"; û çend nihênî û sirrên jiyana xwe aşkere dike. + +Wek her hefte jî, Rûdawê cihekî taybet daye gotarên nivîskarên Kurd. + +Para zarokan wek her car di çapa Ewropa ya Rûdawê de heye. + +Germiyan (Rûdaw)- Merasîma anîn û bixakspartina 56 rufatên xelkê Germiyanê yên ku hatine enfalkirin, îro saet 9ê sibehê li bajarokê Rizgarî destpêkir. + +Di merasîmê de tevî malbatên enfalkiriyan, şandeke Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed û şandeke malbatên enfalkiriyên Badînanê jî beşdar in. + +Di merasîmê de, malbatên enfalkiriyan daxwaz kirin ku tawanbar bên cezakirin û gotin ku ";desthilat ji wan tê standin û li caşan vedigere";. + +Ji ber rewşa xirb a ewlekariyê, kesên ku ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê hatibûn vexwendin, tevlî merasîmê nebûn. + +Proseya enfalkirina xelkê Germiyanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li ser 3 qonaxan hat kirin û zêdetirî 550 gundên navçeyê hatin şewitandin. + +Biryar e rufatên her 56 kesan li goristana Dêbene li nahiyeya Rizgarî bi xakê bên spartin. + +Ew 56 kes di serdema rejîma Baes de li zindana Nugre Selman li rojavayê Iraqê hatibûn girtin û piştî îşkencekirinê bi zindî di nav gorekê de hatibûn binaxkirin. + +Duhok (Rûdaw)- Îro parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Duhokê yên nû hatin hilbijartin. + +Di civîna îro ya endamên nû yên encûmena parêzgeha Duhokê de Ferhad Etroşî wek parêzgar,Fehîm Ebdillah wek serokê encûmena parêzgehê û Bêrîvan Selîm Şemo wek cîgir serokê encûmenê hatin hilbijartin. + +Her sê kes jî nazmedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne. + +Di hilbijartinan de, serok û cîgira serokê encûmena parêzgehê ji koma 28 dengan 27 dneg bi dest xistin. + +Herwiha Fehad Etroşî her 28 deng bi dest xisitn û bû parêzgarê Duhokê. + +Parêzgarê berê yê Duhokê navê wî Temir Remezan bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev du rojin zêdetirî 300 leşkerên Kurd ên zêrevanên sînorê Iraqê li qeza Hisêbe ya ser bi parêzgeha Enbarê ji aliyê çekdarên DAÎŞê de hatine dorpêçkirin. + +Fermandarê fewca 2 ya lîwaya 6 a fermandariya 2 ya zêrevabên sînor ên Iraqê Saîd Heyder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev du rojin ew li qeza Hisêbe ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin. + +Saîd Heyder got ";Em nikarin biçin Sûriyê, ji ber ku em dûrî sînorê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola YPGê de ne û ji ber xalên kontrolê yên DAÎŞê jî em nikarin vegerin Şingalê";. + +Heyder aşkere kir ku ";duh wan xwest vegerin Şingalê, lê di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de şer derket û di encam de 19 leşkerên Kurd ên Êzdî hatin kuştin";. + +Ew fermandarê Kurd herwiha got ku ";hêza wan ji 300 leşkeran pêk tê û nêzîkî 200 leşkeran ji wan Êzdî ne";. + +Saîd Heyder di rêya Rûdawê re bang li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bi hawara wan ve werin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge Cebar Yawer piştrast kirk u bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên din ên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne. + +Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bajarê Kerkûkê ji duh çarşemê de bi temamî ket di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Yawer aşkere kir ku niha parêzgeha Kerkûkê bi temamî di bin kontrola pêşmerge de ye. + +Ji tirsa êrîşên çekdarên DAÎŞê, hêzên artêşa Iraqê ji bajarê Kerkûkê reviyan û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê cihên wan girtin. + +Fermandarê lîwaya du ya hêzên pêşmerge Nadir Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşa Iraqê ji navçeyên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê reviyane û hêzên pêşmerge cihên wan girtine. + +Hêzên artêşa Iraqê piştî ku reviyan, beşek mezin ji kel û pel û pêwîstiyên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştine. + + +Duhok (Rûdaw)- Kujerê jina Kurd a 15 salî Dunya li bajarê Duhokê xwe radestê hêzên polîs kir. + +Seroka komîteya bergirîkirin li mafên jinan a Parlamentoya Kurdistanê Êvar Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro kujerê Dunya xwe radestê polîsê Duhokê kir. + +Silêman Ziyab Yûnis ku bi kuştina hevjîna xwe ya bi navê Dunya tometbar e, di vîdyoyekê de ku roja 7ê hezîranê belav kiribû, li wê yekê mukir hat û gotibû ku ";wî ji ber xiyaneta hevjîniyê, Dunya kuştiye";. + +Êvar Îbrahîm derbarê radeskitina Silêman Ziyab de got ";Piştî ku parlamentoyê komîteyek li ser dosyeya Dunya ava kir, em bi awayekî berdewam ligel rêveberên polîs û tundiya dijî jinan di têkiliyê de bûn û me xwest ku kujerê Dunya zû xwe radestê polîs bike";. + +Ew parlamentera Kurd keyfxweşiya xwe anî ziman ku Dunya xwe radestê polîs kiriye. + +Roja 24.05.2014, li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve Duniya, jina temen 15 salî piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Medyaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) belav kiriye ku wezîrê pêşmerge yê Herêma Kurdistanê li başûrê bajarê Kerkûkê rastî hewleke kuştinê hat. + +Li gor medyaya YNKê, karwana otombîlên wezîrê pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa li navçeyên başûrê Kerkûkê rastî êrîşekê hat. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku wezîrê pêşmerge ji hewla kuştinê rizgar bûye û pêşmergeyek hatiye kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî daxwaz ji hêzên pêşmerge û ewlekariyê dike ku mameleyê bi otombîl û kel û pelên leşkerî yên ku artêşa Iraqê li pey xwe dihêle, nekin. + +Li parêzgeh Kerkûkê bi taybet û li navçeyên din ên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê direvin û kel pelên xwe li pey xwe dihêlin, hêzên pêşmerge jî li wan navçeyan cihên wan digirin. + +Kosret Resûl Elî îro peyamek ji hêzên pêşmerge, navxwe û asayişê re şand û ji wan xwest ku ";mameleyê bi wan otombîl û kel û pelên leşkerî nekin ên ku hêzên artêşa Iraqê li pey xwe dihêlin";. + +Elî hişyarî da ku ";her kesek mameleyê bi wan kel û pel û otombîlan bike dê rastî lêpirsîna qanûnî were";. + +Cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz kir ku her kel û pel û otombîleke leşkerî li xalên kontrolê yên Herêma Kurdistanê bên desteserkirin ";divê yekser wan teslîmî fermandariyên hêzên pêşmerge bikin";. + +Kosret Resûl Elî herwiha got ku ";nabê ti awayekî li nav bajêr mamele û kirîn û firoştin bi wan kel û pel û otombîlên leşkerî bê kirin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çend rojên bê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê vegere Herêma Kurdistanê. + +Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re got ku ";piştî serdana xwe ya serkeftî ji bo Fransa, Îtalya û hevdîtina wî ligel Papayê Vatîkanê û serokomarê Fransayê, serokê Herêma Kurdistanê wê di çend rojên bê de vegere Herêma Kurdistanê";. + +Fûad Hisên red kir ku têkiliya vegera Barzanî girêdayî rewşa niha ya Iraqê be û got ";Serdana serok Barzanî bi dawî hatiye û ne ji ber rewşa taybet a Mûsilê ye";. + +Kerkûk (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa ragihand, heta niha di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane. + +Wezîrê Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa, ji Rûdawê re got, ji ber teqîna bombeke vedayî bi karwanê hêzên pêşmerge li başûrê Kerkûkê 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. + +Mistefa da zanîn, yek ji pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest daye kurê berpirsekî wezareta pêşmerge bû ku pasewantiya bavê xwe dikir. + +Li gorî agahiyên wezîrê pêşmerge, şer hindik hindik di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞê de rû dide lê heta niha nayê zanîn ka kuştî û birîndarên wan çiqase çimkî şerê bereyê ye û her du alî jî kuştî û birîndarên xwe dibin. + +Ceifer Şêx Mistefa eşkere kir ku di şerê han de zêdetir çekên ji curê doşka, hawan, mûşek û çekên sivik tên bikaranîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê hêza hevbeş ya Hêzên Pêşmerge û Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê li dijî çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê li nêzîk bajarokê Riyad ê ser bi Kerkûkê vê berdewame. +Rêvebrê Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ev zêdeyî 2 demjimêrane ku şer û pevçûnên Hêzên Pêşmerge û Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê ligel çekdarên DAÎŞê li nêzîk bajarokê Riyad berdewame."; +Serhed Qadir da zanîn ku hê hêzên wan neçûne nav bajarokê Riyad û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşermgeyên Kurdistanê hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrolkirine, Wezareta Pêşermege ya Herêma Kurdistanê jî radighêne ku: ";Em her cihekî bigrin jê venakişin û ti vekişandin di pilana me de nîne."; +Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Cebar Yawir di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê amaje kir ku ti navçeyek ji navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nemaye ku ne di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de be û got: ";Hêzên Pêşmerge ew navçe hemû kontrol kirine."; +Ji aliyek din ve Rêveberê Raghandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Rûdawê re aşkere kir ku: ";Vekişan ji wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne di pilana me de ye û bi ti awayekî em ji venakişin."; +Herwiha Helgurd Hikmet got: ";Li her deverekê ku Pêşmerge lê be û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, em ala Kurdistanê tê de bilind dikin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên ragihand, Bexda ji bo hemahengî û alîkariyê pêwendî bi Hewlêrê re danî lê ";êdî dereng bûye";. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo cara yekemîn li ser bûyerên Mûsil, Tikrît û Kerkûkê ji medyaya kurdî re daxuyanî da. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Rûdawê re got, Iraq niha di warê ewlehiyê de perçe bûye û ev jî rewşeke nû ye û wiha axivî: ";Girtina Mûsilê û beriya girtina Mûsilê du qonaxên ji hev cuda ne."; + +Fuad Husên, her wiha da zanîn, Bexdayê ji bo hemahengî û alîkariyê pêwendî bi Hewlêrê re daniye û wiha got:";Lê êdî dereng bûye";. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: ";Me dizanîbû dê tiştekî wisa rû bide, ji ber wê jî me ji Bexdadyê re got ku divê em çi bikin lê wan bersiva me nedan. Jixwe paşê ev rewşa niha çêbû. Pêwendî bi me re danîn û me jî got êdî dereng bûye."; + +Di nav sê rojên borî de çekdarên DAIŞê karîne navendên her du parêzgehên Mûsil û Selahedînê bixin bin destê xwe û hêzên Iraqê ji wan deran derbixin. + +Li gorî ku DAIŞê ragihandiye, ew niha ber bi Bexdayê ve diçin. Hikûmeta Iraqê jî gefa tolvekirineke giran li DAIŞê dixwe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji bajarokê Celewla yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê vekişiyan, bajarokê Celewla ket destê hêzên Pêşmerge û Asayişê yên Herêma Kurdistanê. + +Rêveberê Asayişa Celewla, Raîd Piştîwan ji Rûdawê re got, piştî ku hêzên Iraqê ji xalên pişkinînê yên destpêka bajarokê Celewlayê vekişiyan hêzên Asayiş û Pêşmerge hewl dan deverê kontrol bikin lê komek ji hêza iraqî ya bi navê Suwat xwest pêşiya wan bigirin ji ber wê jî di navbera wan de şer derket. + +Raid Piştîwan da zanîn, niha rewş hatiye kontrolkirin û çekdarên hêza Suwatê jî ji Celewlayê derketine û bajarok bi tevahî ketiye bin destê hêzên Pêşmerge û Asayişê. + +Li gorî agahiyên wî efserê Asayişê, çekdarên rêxistina DAIŞê li gundên erebî yên girêdayî Celewlayê hene lê heta niha nêzîkî navenda Celewlayê nebûne û rewşa bajêr hatiye kontrolkirin. + +Bajarokê Celewlayê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye û nêzîkî bajarê Xaneqînê yê Germiyanê ye. + +Di Celewlayê de herî zêde kurd û ereb dijîn. + +Kerkûk (Rûdaw) – DAIŞê bi wan çekên ji artêşa Iraqê standiye dest bi topbarana deverên azadkirî yên derdora Kerkûkê dike. Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê jî daxwaz ji şêxên ereb ên wan deran dike nehêlin deverên wan ji aliyê DAIŞê ve were bikaranîn. +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwer Hacî Osman, ku li eniya pêş li deverên azadkirî yên derdora Kerkûkê ye, ji Rûdwê re got, daxwaz ji serokeşîrên ereb ên deverên Reşad, Ebû Seyif û Til Werdê kir ku nehêlin deverên wan ji aliyê çekdarên DAIŞ ve ji bona topbarankirina herêmên azadkirî were bikaranîn. + +Enwer Hacî Osman, her wiha got, piştî ku hêzên Pêşmerge çekdarên DAIŞê têk birin vêca niha ji dûr ve bi çekên ku ji artêşa Iraqê standine dest bi topbarana deverên azadkirî yên Pêşmerge kirine. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge anî ziman ku bi rêya Rûdawê peyamekê ji şêx û welatiyên ereb ên wan deveran re dişîne ku nehêlin çekdarên DAIŞê deverên wan ji bona topbarankirina herêmên azadkirî yên di bin destê Pêşmerge de bikar bîne. + +Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji duh ve çûne deverên veqetiyayî yên derdora Kerkûkê. + +Li gorî agahiyên alîkarê wezîrê pêşmerge, hêzên Pêşmerge bi kûrahiya 50 kîlometre çûne aliyê din ên Kerkûkê û li deverên Til Werd, Reşad û Ebû Seyif hatine binecîkirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Hat zanîn, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li Kerkûkê rojnamevanekî kurd jiyana xwe ji dest daye. + +Polîsê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand, li Kerkûkê û di şerê navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê rojnamevanekî kurd ê bi navê Kameran Necim jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, wî rojnamevanî ku wênegir bû, karê xwe yê rojnamevaniyê dikir lê di şer de jiyana xwe ji dest da. + +Kameran Necim, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. + + +Sêmalka (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û 2 endamên polîtbîroya wê partiyê ku îro seet 16.30 derbasî rojavayê Kurdistanê bûbûn, careke din ji aliyê asayîşa Rojava ve hatine vegerandin. +Endamên polîtbîroya PDK-S, Beşar Emîn û Neşet Zaza ligel sekreterê partiyê di dergehê Sêmalka re derbas bûbûn. +Sekreterê PDK-S, Siûd Mele ji Rûdawê re got ew ";Derdora seet 16.30 derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, lê Asayîşa li ser deriyê sînorî, ku ser bi PYD ve ye, ji wan re gotin heta niha fermaneke hikûmî tune ye ew bitemamî derbasî nava axa Kurdistana Rojava bibin, mesele siyasî ye, ji ber vê yekê jî ewê nikaribin derbas bibin."; +Weke tê zanîn, Asayîşa li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê qedexe kiribû ku Siûd Mele di dergehê Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kuridstanê bibe, her wiha Beşar Emîn jî girtibûn û ew derxistibûn derveyî sînor û avêtibûn başûrê Kurdistanê + +Hewlêr (Rûdaw)- Wek cara yekem Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Mûsil, Tikrît û Kerkûkê ji medyaya Kurdî re diaxive, di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên got ku Nûrî Malikî peywendî bi rayedarên Herêma Kurdistanê re nekiriye, lê nivîsgeha wî û serkirdeyên nêzîkî partiya Malikî peywendî bi wî re kirine. +Rûdaw: Li ser pirsa dagîrkirin û kontrolkirina Mûsilê, Nûrî Malikî peywendî bi were kiriye? + +Fûad Hisên: Nexêr, Nûrî Malikî bixwe peywendî bi me re nekirye, lê ofîsa wî û kesên nêzîk Malikî herwiha endamên serkirdatiya Partiya Deawe peywendî bi min re kirine. Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Iraqê jî peywendî bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî re kiriye. +Rûdaw: Bersiva we çibû? Hûn amade ne alîkariya wan bikin? + +Fûad Hisên: Dema ku wan peywendî kir, hemû tişt bidawî hatibû, me jî berî bûyerên Mûsilê peywendî bi wan re kiribû. Min bixwe peywendî bi endamê polîtburoya Partiya Deawe, Tariq Necim re kir. Me behsa rewşê kir û me got ku rewş ber bi xirabiyê ve diçe, baştire ku rûniştinek hebe, da em rewşê şîrove bikin û nêrîna hev bizanin. Herwiha min jê re got ku behsa vê pirsê ji serokwezîr re bike, lê diyare ku wê demê wan girîngî bi nêrîna me nedan, yan wiha pêşbînî dikirin ku ew Mûsilê kontrol dikin û ne bixêra ti kesî ne. berî niha jî Malikî gotibû: Pêwîstiya me bi ti kesî nîne. Şeva ku Mûsil hat girtin, berbanga sibehê dest bi peywendiyê kirin, lê me wê demê got hemû tişt temam bûye. +Rûdaw: Niha Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bicih bûne, gelo ti biryarek heye ku di paşerojê de Pêşmerge vekişin? + +Fûda Hisên: Ew dever Kurdistanî ne û Artêşa Iraqê li wan cihan nemaye. Erkê Pêşmergeyên Kurdistanê, hikûmet û serkirdatiya siyasî ya Kurtdistanê ewe ku xelkê Kurdustanê biparêzin. Pêwîste ew hemû kesekî li ser axa Kurdistanê biparêzin, bi hemû pêkhatan. Pêşmerge li wê deverê ye da ku xelkê biparêze. +Rûdaw: Wate ti birayrek nîne ku Pêşmerge vekişin? + +Fûad Hisên: Ber bikû ve vekişin! ew li mala xwe ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) navên kandîdên xwe bo postên wezarî di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêşkêşî Qubad Talebanî, kesê spartî bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, kir +Kandîdên YNK: +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan +Dr. Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Tenduristiyê +Mehmû Hacî Salih, Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan +Yûsif Goranî, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî +Birayre roja Yekşema bê, Parlamentoya Kurdistanê baweriyê bide wezîrên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. +Herwih berî niha YNK ragihandibû ku dê kesekî ji devera Badînanê bo postek wezarî kandîd bike, lewma polîtburoya YNK di civîna xwe ya Îrao de Xalid Doskî bo Wezareta Rewşenbîrî û Xortan diyar kir. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek çalakvanên sivîl ên jîngehparêz ji ber ku nerazîbûna xwe li hember zuhabûna gola Ormiyê nîşan dabûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin. + +Di rojên borî de, komek çalakvanên jîngehparêz li bajarên Ormiyê û Tewrêzê li dijî hişkbûna gola Ormiyê û xemsariya berpirsên hikûmeta Îranê çendîn kombûnên nerazîbûnê encam dan. + +Wan çalakvanan daxwaz kirin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî girêdayî sozên xwe be bo çarserkirina arîşeya zuhabûna gola Ormiyê. + +Lê hêzên ewlehiyê bi hêceta ku çalakiya han bûye sedema tevliheviyê, komek ji çalakvanan girtin. + +Hikûmeta Îranê lêjneyeke taybet ji bona çareserkirina arîşeya hişkbûna gola Ormiyê pêk aniye û ta niha çendîn kombûn kirine lê bi gotina xelkê deverê û çalakvanan, rewşa wê golê roj bi roj xiraptir dibe. + +Berpirsên Îranê dibêjn zêdetirî 90% ava gola Ormiyê hişk bûye û li gorî daxuyaniya wezîrê enerjiya Îranê, çareserkirina kirîza gola Ormiyê dê 15 salan bajo. + +Silêmanî (Rûdaw)- Partiyên siyasî yên Başûrê Kurtdistanê, çi ewên xwedan hêzên çedkarê û çi ewên din ên ku ti hêzên çekdar di bin destê wan de nînin, amadeyiya xwe tînin ziman bo parastina asayişa Başûrê Kurdistanê li dijî her gef û metirsiyekê. +Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê radighînin ku ew amade ne mil bimil ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî her geq û metirsiyekê li ser asayiş û ewlekariya Başûr, şer bikin. +Heta van salên dawiyê, piraniya siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwedan nivîgehên leşkerî bûn û hêzên wan ên çekdar hebûn, ji bilî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku tenê çek di destê beşa parastina bargehên wê de hebû. +Li gor gotina Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawir ";Hêzên Pêşmerge li çend navçeyan rûbiryê çekdarên radîkal ên DAÎŞ bûne"; vê yekê jî kir ku partiyên siyasî, tevî cudahiyên di navbera wan de, yek helwest bin di pirsa bergiriyê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bê ragihandin. + +Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di destpêka heftiya bê de wê kabîneya heştem a hikûmetê bê avakirin û Nêçîrvan Barzanî ku bi avakirina kabîneyê hatiye erkedarkirin, wê ligel kabîneya xwe ya nû biçe parlamentoyê. + +Fazil Mîranî herwiha got ku ";roja yekeşm anî jî duşemê wê hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû bê avakirin û serokwezîr ligel kabîne û programa xwe dê biçin Parlamentoya Kurdistanê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Pêşewayê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Şêx Mihemed Berzencî koça dawiyê kir. +Şêx Mihemed Berzencî ku ji destpêka avakirina Komela Îslamî, pêşewayê wê partiyê bû û bi sedema nexweşiyê îro koça dawiyê kir. +Şêx Mihemed Berzencî yek ji damezrênerên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bû, piştî damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê ew wek pêşewe hat hilbijartin. +Niha termê Şêx Mihemed li mizgefat Hacî Hesen Loke li bajarê Silêmaniyê ye û biryare danê êvarî bo zêda wî li gundê Serkewt ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bê veguhstin û li wir bixak bê saprtin. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Rojnamevanê Kurd, Kameran Necim nehatiye kuştin lê ew bigranî birîndar bûye û çekdarên DAÎŞ ew dîlgirtine. +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Rojnamevan Kameran Necim nehatiye kuştin lê ew bigranî birîndar bûye."; +Serhed Qadir da zanîn ku niha Kameran Necim li cem DAÎŞ dîlgirtiye û got: ";Em di danûstandinan de ne bo azad kirina wî."; +Duh, Pêşnceşmê, di medyayê hat belavkirin ku rojnamevan Kameran Necim dema şopandina şerê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAÎŞ li Kerkûkê, hatibû kuştin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo şopandina şerê li navçeyê, çûbû derdora bajarê Kekrûkê, li derveyî bajêr ket kemîneke çekdarên DAÎŞê û ji aliyê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve hat rizgarkirin. + +Tîma Rûdawê li navçeyeke derdora Kerkûkê ket kemîneya DAÎŞê, lê hêzeke pêşmerge ew ji kemînê rizgar kir û niha tîma Rûdawê bi selametî derbas bû. + +Celewla (Rûdaw)- Bajarokê Celewalyê yê girêdayî parêzgeha Diyale bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de ye. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku Celewla di bin kontora hêzên pêşmerge de ye û hêzên pêşmerge ber bi navçeyên li xwarê Celewlayê pêşdikevin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku nîşançiyekî DAÎŞê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat kuştin. + +Enqere (Rûdaw)- Piştî daxistina ala Tirkiyê ji aliyê kesekî nediyar ve li Amedê, êrîşên aliyên nijadperest li dijî Kurdan zêdebûn. + +Berê niha jî gellek caran Kurdên li metropolên Tirkiyê dijîn rastî êrîşa wan aliyan dihatin. Piştî aloziya Lîcê û daxsitina ala Tirkiyê êrîşên li dijî Kurdan dîsa destpêkirin. + +Kurdên li paytextê Tirkiyê Enqerê dijîn dibêjin jiyana di bin ewlehiyê de nîne û gelek caran dikan û kargehên Kurdan rastî êrîşên tirkên nijadperesert tên . + +Herî dawî li Enqerê kolana Yukselê ku piranî Kurd lê dijîn, rastî êrîşa grûpekê hat ku ew grûp ji aliyê gel ve weke ";Ulku Ocaklari"; tê naskirin û piranî jî aligêrên Partiya Tevgera Nijadperet (MHP) pêk tên. + +Ulku Ocaklari digel Kurdan êrîşê tirkên demokrat û yên dostên Kurdan jî dike. Ciyê giringiyê ye ku taybet jî di serdema ezmûnan de êrîşan wan aliyên zêde dibin. + +Li gorî şiroveya xwendekarên Kurd sedema wê yêke ew e ku ciwanên Kurd nekevin ezmûna û di dersên xwe de bimînin û polên xwe de derneçin. + +Celewla (Rûdaw) – Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, îro danê sibê di dema şerê hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li devera Celewlayê amade bû. + +Ew dîmenên ku hûn dibînin nîşan dide ku ew şer çawa qewimiye. + +Jixwe niha Celewla ketiye bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurditanê… + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ragihand, Tirkiye ji aliyekî ve pişta çekdarên DAIŞê digire û ji aliyê din jî behsa pêvajoya aştiyê dike. + +Îro, Serokê Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê Stefano Manservîsî li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê çû dîtina hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk. + +Piştî serdanê Ehmed Turk ji rojnamevanan re li ser rewşa Mûsil û Iraqê û siyaseta Tirkiyê li hember çekdarên DAIŞê daxuyanî da û ragihand, Tirkiye heta demek beriya niha jî piştgirî dida çekdarên DAIŞê û rê dida wan ku bi hêsanî li ser sînor herin û werin. + +Ehmed Turk, diyar kir ku ji ber ku Tirkiyê nedixwest Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê bihêz bibe rê dida ku çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin û wiha got: ";Tirkiye him piştgiriyê dide DAIŞê him jî behsa pêvajoya aştiyê dike, ev jî nîşan dide ku hikûmetê ne jidil e."; + +Hevşaredarê Mêrdînê anî ziman ku birîndarên DAIŞê li Tirkiyê tên dermankirin û wiha axivî: ";Çeteyên DAIŞê bi çekên xwe ve ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn. Xelkê Mêrdînê bi çavên xwe didîtin û wêneyên wan jî li ba me hene. Birîndarên DAIŞê li Tirkiyê dihatin dermankirin lê rê nedidan bîrndar û kal û pîrên kurdan."; + +Ehmed Turk, destnîşan kir ku wan her dem digotin dê DAIŞ bibe bela serê Tirkiyê. + +Tê zanîn, çekdarên DAIŞê di êrişa Mûsilê de nêzîkî 80 welatiyên Tirkiyê ku di nav wan de derdora 50 dîplomat û karmendên Konsulxaneya wî welatî li Mûsilê û 30 şofêrên kamyonan hene, girtine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, ji ber valahiya ku li hinek deverên Iraqê çêbûye hêzên Pêşmerge derbasî wan deveran bûne. Barzanî ji hêzên Pêşmerge xwest, bi hişyarî sînorên Kurdistanê û mal û cane xelkê biparêzin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îşev di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, derbarê rewşa Mûsil û deverên din ên nêzîkî Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber têkçûna artêşa Iraqê valahiyeke leşkerî û ewlehiyê li wan deran çêbû û gellek xelkê parêzgeha Mûsilê berê xwe dan deverên aram ên di bin kontrola Pêşmerge de. + +Barzanî, diyar kir ku hêzên Pêşmerge jî ji bona parastina xelkê Kurdistanê, pêkhateyên etnîkî, ayînî û parastina hemû saziyên giştî û tijîkirina wê valahiyê çûne wan deveran ên ku artêşa Iraqê jê vekişiyaye. + +Serokê Herêma Kurdistanê ji hêzên Pêşmerge û Asayişê jî xwest ku bi hişyarî sînorên Kurdistanê û mal û cane xelkê wan deveran her wiha saziyên giştî biparêzin û rê nedin ti binpêkirin û bezandina sînor. + +Barzanî, di dawiya peyama xwe de wiha gotiye: ";Em gelê xwe piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi ti awayekî rê nadin aramî û asayişa Kurdistanê bikeve xeterê."; + +Rebîhe (Rûdaw)- Bajarokê Rebîhe yê Başûrê Kurdistanê yek ji wan navçeyane ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa êrîşên DAÎŞê jê kişiyane. + +Rebîhe ku deriyekî wê yê sînorî ligel Rojavayê Kurdistanê heye, niha bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê jî, derî di bin kontrola şervanên YPGê de ye û dema ku hêzên Iraqê ji Rebîhe reviyan, YPGê nêzîkî 50 mitran derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî êrîşên çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îsalmî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), hêzên artêşa Iraqê li piraniya navçeya bêy şer û pevçûnekê paşve kişiyan an reviyan û çekên xwe danîn. + +Ligel çêbûna wê valahiya leşkerî, hêzên pêşmerge ber bi navçeyên gerim ve hatin livandin û li wan cihên ku artêşa Iraqê jê kişiyan, bi cih bûn. + +Sînorê Xaneqîn û Celewlayê + +Li wê navçeyê hêzên pêşmere gelekî pêşdeçûne, lê hîn navçeyeke mezin a Başûrê Kurdistanê nektiye bin kontola pêşmerge ku berê di destê artêşa Iraqê de bû û niha DAÎŞê dest daniye ser. + +Pêşmergeyên hêza 70 (ya YNKê) ligel ";hêzên dijî terorê"; şeva borî çûne navçeya Kobaşî ya ku 2 km ji bajarokê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale dûr e. Niha Seidiye di destê DAÎŞê de ye. + +Li bajarokê Qeretepe yê girêdayî heman parêzgehê jî, artêşa Iraqê bi çekên xwe ve xwe teslîmî hêza 70 ya pêşmerge kir, li gor rêkeftina navbera wezareta pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê, çekên wan hêzan bi zîme ji artêşa Iraqê hatine wergirtin, gelek leşker jî li cem pêşmerge ne. + +Celewla niha di destê pêşmerge de ye, li taxa Tecnîdê ya kevin ku DAÎŞ û hinek çekdarên din tê de bûn, pêşmerge şer kir û serkeft. + +Hejmarek mezin a xelkê ji wan navçeyan ber bi Kelarê ve direvin, tê gotin ku niha 20% ji Celewlayê xelk tê de ye û ya din hemû vala bûye. + +Her ligel derketina aloziyan, hêzên pêşmerge ber bi Celewla hatin livandin û niha navçeya Kobaşî, qeza Celewla û navçeya Nawdoman bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û wek wezareta pêşmerge dibêje ";Armanca me ewe ku em derbasî navê Seidiye bibin û wî bajarokî kontrol bikin";. + +Wezareta pêşmerge ragihandiye ku ";hêzên pêşmerge li sînorên çiyayê Hemrînê belav bûne û hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol dike û jibilî şerê li du xalan (Tel Werid û Seidiye) rewşa ewlekariyê li hemû navçeyan aram e";. + +Dema ku rejîma Baes hilweşiya, hêzên pêşmerge di sala 2003yan de hemû navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin xistin bin kontrola xwe, lê ji ber rêkeftinên siyasî hêzên pêşmerge li hin navçeyan ligel hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê xalên kontrolê yên hevbeş danîn û li hin navçeyan jî di sala 2008an de kişiyan, di bûyerên niha de jî careke din hêzên pêşmerge ber bi pêşve çûn. + +Niha û piştî 11 salan, wezareta pêşmerge dibêje ";pêşmerge careke din ji wan navçeyan nakişe ku tê de bi cih bûne";. + +Mûsil + +Pêşmerge li hemû xalên sînorî yên ligel navçeyên Ereban li parêzgeha Neynewayê hene ku ji navçeyên Şelalat, gundê Welîd, qeza Sinûnê, Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik û Um Şebabît pêk tê û hemû jî pêşmerge lê hene, li wan navçeyan ti gundekî Kurdan tine ye ku pêşmerge lê nebe. + +Di 10ê hezîrana 2014an de hêzên pêşmerge çûne nav bajarok; Rebîhe li sînorê parêzgeha Neynewayê û ew navçeya sînorî kontrol kirin. Pişt re hêzên pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê kontrol kirin û wek wezareta pêşmerge dibêje ";eniya rojhilat heta aliyê çepê yê Mûsilê hêzên pêşmerge lê bi cih bûne û ewlekariya navçeyê aram e";. + +Kerkûk + +Roja çarşemê 11/6/2014, hêzên fîrqeya 12 ya ser bi Fermandariya Operasyonên Dîcleyê ve li navçeya Keywan a Kerkûkê kişiyan û hêzên pêşmerge navenda Keywan a leşkerî û balafirgeha Huriye ya leşkerî kontrol kirin, pişt re wezareta pêşmerge ragihand ";nav bajarê Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye"; û niha hêzên pêşmerge li hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Kekrûkê belav bûne. + +Her yek ji nahiyeyên Multeqa, Yaytî, Fetihe, Til Werid, Taze Xurmatû, Beşîr, gundê Mela Ebdullah, qeza Daqûq heta sînorê Xurmatû û xala kontrolê ya Silêman Beg di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne û bi tenê li nêzîkî nahiyeya Til Werid û Mela Ebdullah şer û pevçûn hene û li piraniya navçeyên din rewş aram e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Efserekî pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Iraqê çend navçeyên derdora bajarokê Rebîhe bombebaran kirin. + +Mulazim Îsa Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";balafirên Iraqê 6 navçeyên li derdora Rebîhe bombebaran kirin";. + +Bajarokê Rebîhe yek ji wan navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê ye ku ketiye bin kontrola hêzên pêşmerge. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya desteya rêveber a KCKê ragihand ku pêwîste çalakvan û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di vê demê de dev ji rê girtin û revandina leşker û polîsan berdin. + +KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ";pêwîste xelk dev ji çalakiya girtina dukanan jî berdin, ji ber ku ew gelek zirarê dide aboriya xelkê";. + +Hevserokatiya KCKê anî ziman ku ji ";meha gulanê û were li Lîcê ya Amedê û Meskana Colemêrgê çalakî li dijî çêkirina qereqol û bendevan berdewam dikin û berhemên baş jê hatin girtin, lê êdî dem hatiye ku çalakvanên Kurd şêweyên çalakiyên xwe biguherin";. + +KCKê da zanîn ku ";divê êdî serhildanên demokratîk li hember çêkirina wan qereqolan bên lidarxistin";. + +Wek tê zanîn ji roja 24l gulanê de, di serî de Lîcê û Meskanê, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê çalakî li dijî çêkirina qereqolan berdewam dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-Sê li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asyişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, ev 3 rojin hatiye girtin. + +Ew endamê PDK-Sê bi navê Haşim Miho ye û ev 3 rojin ji aliyê hêzên asayişê ve li Dêrikê hatiye girtin. + +Kurê Haşim Miho, Welîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";bavê wî Haşim Miho ji roja çarşemê 11/6/2014 di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li wir ji aliyê asyişa PYDê ve ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê lêkolîn pê re hate kirin";. + +Welîd diyar ki ku ";piştî lêkolînê, asayişê bavê wî azad kir, lê roja din serê sibê hin çekdar hatin û ew ji malê derxistin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e";. + +Welîd aşkere kir ku wan çend caran serdana zindana bajarê Dêrikê kiriye ";lê ji wa re gotine ku lêkolîn bi Haşim Miho re hê bi dawî nebûye";. + +Haşim Miho endamê kongreya PDK-Sê bû û ji dema ku kongreya wan di destpêka meha nîsanê de hatiye lidarxistin û heta roja çarşemê ya borî li Başprê Kurdistanê bû. + +Haşim Miho xelkê gudê Tilxenzîrê Jêrê yê devera Dêrikê ye, ew bavê 8 zarokane, 4 kur û 4 keçên . + +Heta niha hêzên asayiş û YPGê ti daxuyanî derbarê girtina wî endamê PDK-Sê de dernexistine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku terror li her cihekî be ew dê rûbirûyî bibin. +Neçîrvan Barzanî di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî balkişand li ser çûna Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û got: ";Ew bo mebesta tijekirina valahiya ewlekarî ye."; +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje kir ku, berî hizra çareseriya leşkerî bê kirin, pêwîsta hizra çareseriya siyasî bê kirin. +Nêçîrvan Barzanî carek din jî êrîşa DAÎŞ li ser Mûsilê şermezar kir û got: ";Me xwest alîkariya Bexdayê bikin lê guh nedan me, divê Bexda bixwe berpirsiyariyê helgire."; +Seidiye (Rûdaw)- Balafirên cengî yên Iraqê, Hêzên Pêşmerge li navçeya Seidiye berdoman dikin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, balafirên çengî yên Iraqê navçeyên Hêzên pêşmerge li devera Seidiye bordoman kirin. +Herwiha peymanêrê me li Seidiye da zanîn ku ji encama bordomankirina helîkopterên cengî yên Iraqê, 2 Pêşmergeyan jiyana xwe jidest dane û 11ê din birîndarin. +Peyamnrêrê Rûdawê Aşkere kir jî ku niha şer û pevçûn di navbera hêzên SWAT yên Iraqê û çekdarên DAÎŞ de derketiye, heriwiha hêzên SWAT navçeyên di bin kontrola DAÎŞê de bordoman dikin. +Bajarokê Seidiye ser bi parêzgeha Diyala ve ye, ew bajarok yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. + +Beriya niha jî Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa gotibû, êdî ew li Kerkûkê dimînin û venakişin. + +Kobanî (Rûdaw)- Hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tên naskirin, arma Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji ser ofîsa partiyê li bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê rakir û niha asayiş derdora ofîsê dorpêç kiriye. +Çavkaniykê ji PDK-Sê li Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Asayişa PYDê ji hevalên wan re gotiye ku divê di nava saetekê de ew navê partiya xwe ji ser ofîsa Kobanî rakin, ji ber ku ew partiyeke bê molete."; +Hevdem, endamê polîtburoya PDK-Sê Elî Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:"; demjimêr 11ê berî nîvro nêzîk 40 endamên asayîşê bi hevre avêtin li ser ofîsa PDK-S li Kobanê, bi hênceta wê yekê ku PDK-S molet ji kantonên wernegirtiye, lewra rê li ber welatiyên ku amade bibûm ji bo li darxistina merasîmê bibîra anîna damezrandina PDK-S hate girtin û nearamî kete di navbera wan û hêzên asayîşê de."; +Bi gotina wê çavkaniyê, ";Hevalên PDK-Sê ji asayîşê re gotibûn ku ew navê partiya xwe ranakin, lewra piştî derbasbûna saetekê, hêzên asayişê careke din li ofîsa PDK-Sê vegeriyabûn û navê wê ji ser ofîsa Kobanî rakiribû."; +Çavkaniyê herwiha got ku ";PDK-Sê li Kobanî xwe amade dikir ku îro festîvalekê bi boneya damezirandina yekemîn partiya kurd li Rojavayê Kurdistanê û yekgirtina hemû rêxistinên xwe li herêma Kobanî ragihanda, di ofîsê de li dar bixe, lê hêzên asyişê ofîsa PDK-S dorpêç kiriye."; + +Kerkûk (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, ragihand, hêzên Pêşmerge yên ku di çend rojên borî de ji ber çekdarên DAIŞê çûne Kerkûkê dê li wir bimînin û mal û canê welatiyan biparêzin. + +Parêzgarê Kerkûkê, Dr. Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got, rewşa Kerkûkê aram e û dê her aram bimîne. + +Dr. Necmedîn Kerîm, li ser rewşa hêzên Pêşmerge û îhtimala vekişandina hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê jî got, jixwe hêzên Pêşmerge berê jî li Kerkûkê hebûn lê ji ber rewşa niha û êrişa DAIŞê me pêwîst dît hêzek zêdetir ji Pêşmerge derbasî Kerkûkê bin û Pêşmerge dê li vir bimînin û mal û canê welatiyan biparêzin. + +Parêzgarê Kerkûkê, da zanîn ku artêşa Iraqê bi fermî daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiribû lê ew daxwazî jî piştî ku deverên mîna Hewîce ketin destê çekdarên DAIŞê hat kirin wê demê jî dereng bibû. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ragihand ku parastina mal, can, bîrên neftê û gazê her wiha stasyonên elektirîk û avê ji bona wan pir girîng e ji ber ku ew naxwazin ti kirîzek li Kerkûkê derbikeve. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdsitanê ragihand, ti pêşmergeyekî di bûyera êrişa helîkopterên Iraqê de li devera Seidiye jiyana xwe ji dest nedaye û heta niha hêzên asimanî yên Iraqê li ser vê bûyerê daxuyaniyek nedaye wezaretê. + +Îro danê êvarê helîkopterên artêşa Iraqê li devera Seidiye ya girêdayî parêzgeha Diyale dabûn ber bombeyan. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di bûyerê de 3 pêşmerge birîndar bûn. + +Rêveberê Ragihandin û Rewşenbîriyê yê Wezareta Pêşmerge, Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, di êrişa helîkpterên iraqî de ti pêşmergeyekî me birîndar û şehîd nebûye lê ji ber guleyên hawanê yên çekdarên DAIŞê 2 pêşmergeyên me şehdî bûn û çend pêşmerge jî birîndar bûn. +Helgord Hîkmet, her wiha ragihand, heta niha ew êrişa asimanî ya li dijî hêzên Pêşmerge bi temamî nehatiye ronîkirin lê bombekirin çêbûye û ti pêşmergeyek jî zirar nedîtiye. + +Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku piştî wê bombebaranê hêzên pêşmerge yek metre jî li şûna xwe venekişiyane. + +Helgord Hîkmet diyar kir, heta niha hêzên asimanî yên Iraqê ti daxuyaniyek li ser wê bûyerê nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja 13.06.2014 li bajarê Çewlika Bakurê Kurdistanê li pêş avahiya BDPê, komeke ji nijadperest û cerdevanan dirûşmên nijadperestî li dijî Kurdan avêtin û gule berdan ezmanan. +Li gor medyaya Tirkiyê, piştî wê bûyerê di navbera ciwanên ser bi BDP ve û wan nijadperest û cerdevanan de pevçûn derket, lê hêzên ewlekariyê destêwerdana wê pêvçûnê kir û di navbera wan û ciwanan de şer û pevçûn derket. +Li çiyayê Meskana Colemêrgê û herêma Xumara navçeya Wanê jî, çalakiyên li hemberî çêkirina qereqolan dewam dike, gelek caran di navbera çalakvan û leşkeran de pevçûn derdikevin. +Herwiha li gor medyaya BDPê, li navçeya Lîcê ya Amedê, careke din di navbera çalakvanên ku çêkirina qereqolan protesto dikin û hêzên ewlekariya Tirkiyê yê navvçeyê de, pevçûn rûda û di encama avêtina bombeyên gazê ji alioyê polîsan ve, ciwanek kurd bi kapsula bombeyê gaze birîndar bû. + +Mûş (Rûdaw) – Li ser tabelaya Şaredariya navçeya Kopê ya girêdayî bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê, di çarçoveya projeya "jiyana pirzimanî" de, li kêleka navê tirkî navê kurdî yê navçeyê jî hat nivîsandin. +Li Mûşê Şaredariya Kopê (navê wê yê tirk Bulanik e) di çarçoveya projeya "jiyanapirzimanî" de tabelaya kurdî û tirkî li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê daliqand. + +Serokatiya Şaredariyê berê li ser odeyan tabelayên kurdî û tirkî daliqandibû, niha jî tabelaya avahiya xizmetê ya li ser Kolana Suat Îsakoglu guherand û tabelaya ku li ser bi kurdî "Şaredariya Kopê" hatiye nivîsandin, daliqand. + +Piştî daliqandina tabelayê Şaredara Kopê Fîgen Yaşarê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev gaveke derengmayî ye û got ku emê xizmeta pirzimanî bidin xelkê xwe. + +Yaşarê diyar kir ku mafê gel e ku bi zimanê xwe xizmetê bibîne û wiha got: "Ev ne tenê du zimanî ye, ev xizmetekepirzimanî û piralî ye. Jixwe jibilî tiştên fermî em rojane bi kurdî diaxivin. Ev ji berê de wiha ye. Pirzimanî cihêtiyê dernaxe holê, yekbûnê derdixe holê." + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn yek ji şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê ku li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandine, ji destê çekdaran reviyaye. Wî şofêrî da zanîn, piraniya şofêran şepirze û birçî ne. + +Roja çarşema borî (11ê Hezîranê), çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) piştî êrişî bajarê Mûsilê kirin, derdora 30 şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê yên ku neft û bar vediguhestin, girtin. + +Li gorî medyaya Tirkiyê şofêrê bi navê Îbrahîm Kaynak karî duh ji destê DAIŞê bireve û vegere mala xwe ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. + +Îbrahî Kaynak, li ser çawaniya girtina xwe got, dema min barê xwe li Hewlêrê vala kir ez ber bi Mûsilê ve çûm lê çekdarên DAIŞê di rê de ez girtim û birim gel wan şofêrên din. + +Kaynak da zanîn ku lê duh li Mûsilê teqînek mezin çêbû û hemû çekdarên DAIŞê yên li derdora wan bûn, çûn cihê bûyerê wî jî ji vê firsendê mifa wergirt û bi kamyona hevalekî xwe berê xwe devera ku hêzên Pêşmerge li wir bûn û rizgar bûn. + +Wî şofêrê kurd ragihand ku rewşa wan şofêrên din zêde baş nîne ji ber ku şepirze û birçî ne û got, Xwedê ti kesî nexe nav destê wan. + +Duh şofêrekî ji Rûdawê re gotibû, em niha li devera Geyare li nêzîkî Mûsilê ne. + +Îbrahîm Kaynak li mala xwe ya li navçeya Serêkaniyê-Riha + +Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Kosret Resûl û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat ragihandin, hêzên Pêşmerge ji ber dilsoziya xwe valahiya ku ji ber vekişîna artêşa Iraqê li hinek deverên Iraqê çêbûye, derbasî wan deveran bûye û vê yekê jî ji bona parastina mal û canê kurd, ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî dike. Di civînê de her wiha ji saziyên navdewletî hat xwestin ku alîkariyên mirovî bidin wan kesên ku ji ber şerê Iraqê dest ji cih û warên xwe berdane. + +Îro li bajarê Hewlêrê, li ser şîrketên Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Alîkarê Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên siyasî û serbazî li ser rewşa Iraqê civiyan. + +Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de bi hûrî behsa rewşa vê dawiyê ya Iraqê û vekişîna hêzên Iraqê ji hinek parêzgehên Iraqê û çêbûna valahiya ewlehî û dagirtina wê valahiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kirin û wiha hat gotin: ";Ev jî ji ber wê yekê ye ku Pêşmerge xwe li hember parastina aramî, mal û canê xelkê wan deveran ji kurdan bigire heta ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî, dibîne û dilsoziya xwe li hember vê rewşê nîşan dide…"; + +Di daxuyaniya civîna Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Kurdistanê de hat ragihandin ku rewşa niha ya Iraqê nîşan da ku tenê bi cîbicîkirina destûrê û bingehên lihevhatinê welat tê birêvebirin û hemû pêkhateyên Iraqê di birêvebirina welêt de beşdar bibin û wiha hat ziman: ";Jixwe rayedarên kurd gellek caran hişyariya vê rewşê dabûn lê mixabin ev yek ji aliyê hinek kesan nedihat dîtin."; + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha li ser vê yekê hat tekezkirin ku hêzên Pêşmerge her dem ";di pozîsyona parastinê"; de bûye û bi ti awayekî neketiye pozîsyona êrişkirinê û naxwaze ti aloziyek li çeperên pêşiyê yên pêşmerge de çêbibe. + +Di civînê de hat gotin ku rewşa niha ya Iraqê tenê bi çareseriyeke rast a siyasî mumkin e ji ber ku tenê bi şêwazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha hat xuyakirin: ";Ji ber wê jî em dîsa dibêjin, eger di navbera kurd, şîe û sunnî û pêkhateyên din de lihevhatin çêbibe wê demê rewşa Iraqê dê aram bibe."; + +Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de hatiye gotin kurd bixwe mexdûrê terorê û reşekujiyê bûye lewma hemû berpirstiyên xwe yên navdewletî dizane ji bona çêbûna aramî û rola xwe ya di dabînkirina ewlehiya cîhanî de. + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha biryar hat dayîn, jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiî li Herêma Kurdistanê were avakirin her wiha hinek jûrên demkî jî li deverên din bên avakirin û hemû jî bi hev re hemaheng kar bikin. + +Yek ji biryarên civînê jî ew bû ku tenê Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer mafê wî heye li ser bûyer û xebatên leşkerî yên hêzên Pêşmerge daxuyanî bide. + +Di civînê de tekez li ser alîkarîkirin û hewandina xelkê bajarê Mûsil û bajarên din ên ku ji ber êrişa çekdarên DAIŞê berê xwe dane Herêma Kurdistanê hat kirin û ji saziyên navdewletî hat xwestin, bi hevbeşiya Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî bidin wan penaberan. +Tirbespiyê (Rûdaw) – Hat zanîn, di encama teqînekê de li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane ku hemû sivîl in. + +Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, ragihand, îşev li bajarê Tirbespiyê teqînek mezin çêbû. + +Li gorî agahiyan, di teqînê de ku bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan, herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Hat gotin ku yên di teqînê de mirine hemû sivîl in… + +Tê gotin, teqîn li nêzîkî stasyoneke benzînê ya bajêr çêbûye. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li ser rêya di navbera navçeya Pilûr û navenda Dêrsîmê de endamên PKKê rê bi teqemeniyê daxistin. Li cihê ku rê bi teqemenî û keviran hatibû girtin de pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê' hatibû hilawestin. Pakêteke gumandar jî li navenda bajêr bi funyeyê hat teqandin. +Rojeva germ û aloz li Dêrsîmê berdewam dike. Piştî ku tewş li 'pêvajoya aştiyê' ketî, yek ji cihê ku herî zêde li Bakur dihece, Dêrsîm e. +Duh êvarê rêya di navbera Pilûr-Dêrsîmê de li nêzîkê Newala Salê, endamên PKKê rê bi keviran û teqemeniya sazkirî girtin. Li gor agahiyên ku ji rêwiyên di wan demjimêran de di wir re derbas dibûn hat girtin de piştî endamên PKKê derdora du demjimêran piropaganda kirine, ji wir çûne. Lê belê ji ber teqemeniyê, heta destê sibê rê ji hatûçûnê re bi temamî girtibû. + +Destê sibê her çend rê, bi awayekî yekalî ji hatûçoyê re bê vekirin jî heta destê êvarê jî hê teqemenî li şûna xwe li dar bû. Tenê qasî wesayîteke derbas bibe, rê vekirîbû. Li tenişta cihê ku rê hatibû girtin, pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê, Bijî serok Apo' li ser navê 'Destpêşxeriya Gelê Dêrsîmê' hilawestî bû. + +Herwiha li cihê ku rê hatibû girtin, pêştir parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygun hatibû ji aliyê HPGê ve hatibû girtin. +Li aliyê din îro danê êvarê, li beramberî 'Qereqola Şehît Nahît' a li navenda Dêrsîmê pakêteke gumandar ji aliyê polêsan ve bi funyeyê bi gumîniyeke mezin hat teqandin. Pakêta gumandar vala derket. +Ev di demekî de ye ku KCKê daxwaz ji hemû alîgir û endamên xwe kiribû, êdî rê negirin û ti kesî jî nerevînin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ligel 3 serkirdeyên wê partiyê di rêya qaçaxî re ji Başûr vegeriyan Rojavayê Kurdistanê bûn. Her çar serkirdeyên din ên wê partiyê jî ku ji Rojava hatine derkirin wê van du rojan vegerin. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela li bajarê Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ligel 3 serkirdeyên din ên partiya xwe roja înê (13/6/2014) vegeriyan Rojavayê Kurdistanê ji bo ";kar û xebata xwe li nav Rojava berdewam bikin";. + +Siûd Mela berî niha çend caran hewl dabû di rêya Başûr û Bakurê Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistanê, lê bi gotina wî ";asayişa PYDê rê li vegera wî digirt û jê re gotibûn eger ew vegere dê were girtin";, lê ji duh şemiyê de Siûd Mela li Qamişlo ye û heta niha serbest e. + +Siûd Mela roja înê di nîva şevê de ligel her du endamên polîtbîroya PDK-Sê Beşar Emîn û Neşaat Zaza û endamê komîteya navendî Hacî Kalo bi qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û niha li bajarê Qamişlo ne. + +Derbarê vegera xwe de, Siûd Mela ji Rûdawê re got ku ";wî berî gotibû ku bi her awayekî be ew dê her vegere Rojavayê Kurdistanê da ku xebata xwe li wir berdewam bike";. + +Beşar Emîn roja 15ê gulanê li bajarê Hesekê ji aliyê grûpeke çekdarî ve hat revandin û di heman rojê de wê grûpa ku Beşar Emîn dibêje ";girêdayî PYDê ye";, ew ji Rojava derkir û derbasî Başûrê Kurdistanê kir. Hacî Kalo jî di 15ê nîsanê de dema ku ji Başûr vedigeriya Rojava ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hat girtin û piştî 2 rojan ew berdan û ji Rojava derkirin. + +Niha bi tenê 4 serkirdeyên derkirî yên PDK-Sê li Başûrê Kurdistanê mane û ew jî her du endamên polîtbîroyê Mihemed Elî (Bavê Nado) û Nafih Beyero û her du endamên komîteya navendî Mihemed Seidûn û Elî Îbrahîm in. + +Derbarê vegera wan her çar serkirdeyan de, endamê polîtbîroya PDK-Sê Neşaat Zaza ji Rûdawê re got ku ";ew dê van du rojan vegerin Rojavayê Kurdistanê";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê ENKSê îro yekşemê wê saet 11ê sibehê bi dema Qamişlo bicive û çend mijarên têkildarî rewşa ENKSê guftogo bike. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîn dê biryarên encûmenê ku di civîna 17ê meha borî de hatibûn standin, bişopîne. + +Meşayix da zanîn ku yek ji mijarên sereke yên civînê dê lidarxistina kongreyê ENKSê be ku li gor biryara civîna borî diviyabû di nava du mehan de bihata lidarxistin, lê bi gotina Meşayix tenê mehek li pêş wê moletê maye û heta niha ti amadekarî nehatine kirin. + +Meşayix diyar kir ku astengên li pêş lidarxistina kongreya ENKSê û bi taybetî zehmetiya beşdarbûna nûnerên herêman hîn li cihê xwe ne û pêşbînî kir ku ew nikaribin kongreyê li dar bixin. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê aşkere kir ku di civînê de tenê wê nûnerên herêma Cezîrê beşdar bibin, ji ber ku nûnerên herêmên din bi sedema zehmetiyên rê nikarin bigihin Qamişlo. + +Mistefa Meşayix herwiha diyar kir ku hinek name ji encûmenên xwecihî û derve derbarê rewşa ENKSê de gihaştine sekreteriya giştî û ewê wan nameyên di civînê de gotûbêj bikin. Lê wî naveroka wan nameyan aşkere nekir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa AFP belav kiriye ku di encama êrîşa balafirên Iraqê de ";6 pêşmerge hatine kuştin";. Berdevkê hêzên pêşmerge jî dibêje bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. + +Duh li nêzîk bajarokê Celewlayê, hêzên pêşmerge rastî êrîşa balafirên artêşa Iraqê hatin. + +Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî ewlekariya Iraqê belav kiriye ku di êrîşê de ";7 pêşmerge hatine kuştin";. AFP jî dibêje ku di êrîşê de ";6 pêşmerge hatine kuştin";. + +Reuters li ser zarê berdevkê wezareta pêşmerge Cebar Yawer veguhestiye ku ";di êrîşa li nêzîkî Celewlayê de bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tên îro derbasî çiyayê Qndîlê bûn. + +Li gor medyaya ser bi PKKê ve, şanda HDPê wê li Qendîlê bi berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re li ser geşedanên vê dawiyê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê gotûbêj bikin. + +Herwiha wê şanda HDPê nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 10ê hezîranê bi dev gotibû şandê, bigihîne berpirsên KCKê û li ser civînên şandê bi hikûmetê re agahiyan bidin wan. + +Şanda HDPê û berê şandên BDPê ji destpêka 2013an de 18 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêkanîn û piştî her serdanekî Îmraliyê serdana Qendîlê jî kirine û name û daxwazên Ocalan bi rayedarên KCKê re parvekirine. + +Tirbespiyê (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê aşkere kir ku di teqîna duh li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in. + +Duh êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn. + +Çavkaniyekê ji Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqînê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku Kurd û Ereb in. + +Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin. + +Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e. + +Heta niha ti kes û aliyekî berpirsiyariya teqînê negirtiye stûyê xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya kantona Cizîrê ev heftiyekê çûye Tikriyê ji bo ku ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û çend aliyên din ên opozîsyona Sûriyê re bicive, lê heta niha ew ligel hevpeymaniyê ne civiyaye. + +Ew şand, ";Însiyatîfa Kurdî"; a ku daxwaza lidarixstina kongreyeke niştimanî ji bo opozîsyona Sûriyê dike, ligel xwe biriye Tirkiyê da ku li ser aliyên opozîsyonê pêşniyar bike. + +Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ku yek ji endamên wê şandê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";heta niha me gelek alî dîtine û danûstanên me erênî ne û emê nêzîk vegerin welat";. Lê wî navê aliyên ku bi wan re rûniştine aşkere nekir. + +Derbarê vê yekê de, endamekî Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku xwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Heta niha hevpeymanî bi şanda Kantonê re rûneniştiye, eger ew şand ligel hin endamên hevpeymaniyê rûniştin, ev yek nayê wateya ku bi hevpeymaniyê re rûniştine, ji ber kes nûnertiya hevpeymaniyê nakin";. + +Li ser sedemên ku heta niha hevpeymanî bi şanda kantonê re rûneniştiye, wî endamî got ";Du sedem hene, yekem hevpeymanî ji wan re gotiye ku biryara dawî li Rojava ne di destê we de ye û em dixwazin bi wan kesan re rûnin ên ku biryara dawî distînin, duyem, hevpeymanî derbarê Rojava çi biryarê nastîne bêyî ku li nûnerên ENKSê vegere";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî bajarê Mûsilê, 2 pêşmergeyên Kurdistanê bi xeletî diçin nav xaleke pişkinînê ya çekdarên rêxistina bi navê DAIŞ û ji aliyê çekdaran ve tên girtin. + +Yek ji efserên hêza Zêrevanî ya Kurdistanê bi navê Rizgar Ebas Îsmaîl ku niha li devera Gobcelîlê ya nêzîkî Mûsilê ye, ji Rûdawê re got, îro ji me re hat gotin ku 2 pêşmergeyên tabûra 4 a hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi xeletî û bi çek û otomobîla leşkerî ve çûne nav xaleke pişkinînê ya DAIŞê û hatine girtin. + +Wî efserî li ser rewşa wan pêşmergeyan got, bi qasî ku em dizanin gellekî li wan dane lê sax in. heta niha jî ti pilan û biryarek ji bona rizgarkirina wan tine. + +Amed (Rûdaw)- Standina Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Pêşmergeyan ve xelkê Bakurê Kurdistanê jî xiste nava hêcaneke mezin. Bakurî dixwazin pêşmerge ji deverên Kurdistanê veneqetin mizgîniya dewleteke serbixwe bigrin. +Şer û pevçûnên li Iraqê diqewimin û bidestxistina Pêşmergeyan a navçeyên ji Kurdistanê hatine veqetandin, xelkê Bakurê Kurdistanê xiste nava hêcaneke mezin. Bi taybetî jî serdestiya pêşmergeyan a li Kerkûkê, hêviya Bakuriyan zêdetir kir. Bakurî ji rêveberiya Kurdistanê û pêşmergeyan dixwazin cihên kontrol dikin careke din ji dest bernedin. +Xelkê Amedê jî weke hemû Bakuriyan her serê saetê li çayxane û qehwexaneyan nûçeyan temaşe dikin û dixwazin derbarê pêşveçûnên li Başûr de agahdar bibin.Amedî li bendê ne weke Kerkûkê Mûsila Kurdî jî bê kontrolkirin. +Welatiyên Bakur dixwazin êdî kurd yekitî û tifaqa xwe xurt bikin û di şûna berjewendiyên partiyan de berjewendiyên neteweyîtî derkevin pêş. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê ku bi serdanekê çûye Ewropa, wê îro vegere Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê îro yekşemê vegere Herêma Kurdistanê. + +Barzanî roja 21ê gulanê bi hevlatiya şandekê çû Ewoprayê. Destpêkê li Parîsê ligel serokomarê Fransayê civiya. Pişt re çû Îtalya û ligel wezîrê derve yê wî welatî civiya, herwiha ligel Papayê Vatîkanê jî civiya. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî serdana xwe ya Ewropayê vegeriya Kurdistanê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêlrê re gihîşt Kurdistanê. + +Barzanî, ji roja 21ê Gulana îsal ve çûbû Ewropa û bi rayedarên welatên mîna Fransa, Îtaliya û Vatîkanê re hevdîtin pêk anîbû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên ragihand, heta niha Herêma Kurdistanê û Îran li ser rewşa niha ya Iraqê li hev rûneniştine. + +Fuad Husên, ji Rûdawê re got, heta niha em û Îran li ser rewşa niha ya Iraqê li hev rûneniştine. + +Husên, li ser wan îdiayên ku dibêjin Îranê ji Herêma Kurdistanê xwestiye li dijî çekdarên DAIŞê şer bikin jî got, em ferman û peyam li ti kesî wernagirin ji ber ku hikûmet me îdareya me bixwe heye û em dizanin karên xwe bikin. + +Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê, hefteya borî êrişî parêzgehên Mûsil û Selahedîn yên Iraqê kirin û karîn beşek mezin ji wan parêzgehan bixin bin kontrola xwe. + +Ev bûyer, dengek mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê de veda. + +Yek ji welatên ku ketiye nav tirs û fikaran, Îranê e çimkî hikûmeta şîe ya Iraqê ji bona Îranê girîngiyeke taybet heye lewma Tehran bi her awayekî dixwaze Malikî li ser piyan bihêle. + +Di medyayê de jî hatibûn belavkirin ku Îran hewl dide aliyên iraqî bi taybet Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê bide şerkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hikûmeta Amerîka serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya. Lê hat zanîn ku civînê de behsa firotina nefta Kurdistanê nehatiye kirin. +Şandeke hikûmeta Amerîka îro li Hewlêrê bi şandeke Herêma Kurdistanê re civiya. +Li ser civînê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û got, di civînê de li ser rewşa her du parêzgehên Iraqê (Mûsil û Selahedîn) hat axaftin ku ji bin kontrola hikûmetê derketine. +Felah Mistefa her wiha da zanîn, di civînê de qet behsa firotina nefta Kurdistanê nehat kirin û wiha axivî: ";Jixwe Amerîka beriya niha helwesta xwe li ser vê mijarê eşkere kiriye û gotiye, em razî nînin neft bêyî Bexdayê were firotin."; + + +Hewlêr (Rûdawê)- Navê wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurtdistanê: + +Nêçîrvan Idrîs Barzanî, Serokwezîr + +Qubad Celal Talebanî, Cîgirê Serokwezîr + +Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe + +Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî + +Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê + +Yûsif Goran, Wezîrê Xwendina Bilind + +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê + +Rêkewt Heme Reşîm, Wezîrê Tenduristî + +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîriyê + +Mehmû Hacî Salih, Wezîrê Şehîdan û Karûbarê Enfalkiriyan + +Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge + +Rêbaz Mihemed, Wezîrê Darayî û Aborî + +Samal Serdar, Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî + +Kemal Muslim, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî + +Ebdulstar Mecîd, Wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên Avê + +Ebdulrehman Ebdulrehîm, Wezîrê Herêm bo Jîngeh + +Selahedîn Babekir, Wezîrê Elektrîkê + +Nesredîn Seîd, Wezîrê Kar û Karbûbarên Civakî + +Fatih Sengawî, Serokê Desteya Navçeyên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê + +Mihemd Hawdiyanî, Rêkxerê di navbera Parlqamentoya Kurdistanê û hikûmetê de + +Conson Siyawiş, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê + +Wezareta Perwerde (Rojan Dizeyî, Pişîwan Sadiq, Sasn Ewnî) + +Wezareta Şardeariyê (Newroz Mewlûd, Dilşad Şihab, Ehmed Kanî) + +Têbînê: Mafê belavkirina vê nûçeya parastiye bo Rûdawê + +Tirbespî (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna roja 14ê mehê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wî li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana we jidest da. + +Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Duşemê, serê sibehê Peyman Şikrî Ebbas, temen 27 salî, ku di teqîna bajarokê Tikrbsepiyê de bigiranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana xwe jidest da. + +Pêr, 14.06.2014, êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn. + +Çavkaniyê aşkere kir ku di teqîna pêr li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in. + +Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin. + +Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji Herêma Kurdistanê dike ku şerê rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li Iraqê bike, bo vê mebestê jî Îranê şandek şandiye Herêma Kurdistanê. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji çend çavkaniyan bidest xistine, Îran bihêz ketiye ser xetê de bo alîkariya Nûrî Malikî û bo vê mebestê jî şandeke Îranî hatiya Herêma Kurdistanê da ku serkirdeyên Kurd razî bikin ku şerê DAÎŞê bikin. +Berpirsekî pile bilindî Kurd, ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re got: ";YNK li nêzîk sînorê Diyala, Hadî Amirî ku kesekî nêzîk Malikî ye dîtine û daxwaza piştgiriya YNK kiriye bo rûbirûbûna DAÎŞê, li aliyekî din şandeke Îranî li Hewlêrê ligel PDK û YNK û nûnerê Sinne civiyan û Sinniyan daxwaz kirin ku bi ti awayekî leşker ji navçeyên Şîe neyên navçeyên Sinne, lê PDK rûniştin ligel Bexda û partiya Malikî red kir."; +Herwiha çavkaniyê aşkere kir ku, piştî vegera xwe ji Ewropa dê Serokê Herêma Kurdistanê ";Civînek ligel aliyên Kurdistanî dê lidarbixe bo amadekirina yek gotara hevbeş, da ku ev derfet ji dest Kurd neçe."; +Endamê polîtburoya PDK, Arif Teyfûr got: ";Ez nizanim nêrîna YNK çiye, lê pêwîste wek me hizir bikin ji ber ku em ziramendbûn ji dest Malikî."; +Arif Teyfûr ragihand jî ku: ";Belê, Îran dixwaze Kurd şerê DAÎŞ bike, lê ew karekî nebaşe, tevî ku li vê navçeyê pêgeha Îran heye, lê hewlên zêdetir dide ku Kurd wê şerî bike."; +Ji aliyê xwe serokê frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de, Merwan Gelalî derbarê daxwaz Îranê de got: ";Kurd li pêş ezmûneke gelek giran de ye, baştirîn rê ewe ku bi biryara wî welatî neke."; +Lê endamê polîtburoya Komela Îslamî, Ebûbekir Heledenî got: ";Baştirîn çareserî ewe ku aliyên Kurdistanî bicivin û rê nedin destêwerdana derve."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, Duşemê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Rêkxerê Gitşî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa li Pîrmamê bicivin. +Li gor çavkaniyeke taybet ya Tora Medyî ya Rûdawê, Baraznî û Newşîrwan Mistefa dê behsa pêşhat û bûyerên dawî yên Iraqê bikin herwiha dê rewşa navçeyê gotûbêj bikin. +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê dê behsa serdana xwe bo Ewropa û encamên wê serdanê ji Rêkxerê Gitşî yê Tevgera Gorranê re bike. +Çavê we li ser Rûdawê be dê zaniyariyên zêdetir bealv bike + Hewlêr (Rûdaw)- Dewleta Urdinê derbarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand ku ";Ew pirseke navxweyî ya Iraqê ye";, lê rêz li wê biryarê digire ku xelkê Kurdistanê di paşerojê de derbarê çarenivîsa xwe de bidin. +Konsulê Urdinê li Hewlêrê, Fayiz Xûrî ji Tora Medyay ya Rûdawê re tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî naxwaze detsêwerdanê di pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê de bike ji ber ku wek wî got: ";Ev pirseke navxweyî ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de."; +Fayiz Xûrî di merasîma salvegera serxwebûna Urdinêde, ku li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin, derbarê pirsiyara ku gelo ew çaverê dike ku rojekê Kurdistan jî wek Urdinê cejna serxwebûnê lidar bixe, ji Rûdawê re got: ";Tiştê ku xelkê Kurdistanê bixwaze em ligel de ne, hêzniyên xweş jî bo xelkê Kurdistanê dixwazin."; +Rebîe (Rûdaw)- Bombeyeke çandî li bajarokê Rebîe teqî û di encam de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar bû. +Yek ji Hêzên Pêşmerge ku li bajarokê Rebîe bicih bûye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Duşemê, berî nîvro li navçeya pîşesazî li Rebîe bombeyek çandî teqiya."; +Herwiha da zanîn ku: ";Di encama teqînê de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar bû."; +Navçeya Rebîe navçeyeke sînorî ye ku dikeve li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ku yek ji naçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û niha di bin destê Hêzên Pêşmerge de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro, Duşemê, ber bi Îranê ve çû û birayre ligel berpirsên pile bilind ên wî welatî bicive. +Li ser vexwendineke fermî ya Îraqnê, îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Komara îslamî ya Îranê ve firî. +Li gr zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê Barzanî di vê serdanê de ligel berpirsên pile bilind ên wî welatî bikeve û rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja yekşemê, saet 11ê sibehê bi dema Qamişlo, Sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê ENKSê bêy beşdariya nûnerên Efrîn û Kobanî dest bi civînên xwe kir. +Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Tahir Sifûk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di roja yekem de, civîn tenê li ser hinek mijarên bilez mîna ahengên salvegera damezrandina yekemîn partiya kurd li rojavayê Kurdistanê û pirsgirêk û astengiyên ku li pêş van ahengan ji aliyê saziyên rêveberiya xweser ve derketibûn û herwiha teqîna ku li pajarokê Tirbespiyê rûda bû rawestiya. +Sifûk bal kişand ser daxuyaniya Encûmenê derbarê teqîna Tirbespiyê de ku tê de ENKSê bang li hemû pêkhateyên bajarok û herêma Cezîrê kirine ku milên xwe li himber vê terorê bidin hev û bi yek helwest li pêş wê rawestin û Sifûk herwiha aşkere kir ENKSê şandek saz kiriye da ku serdana cihê teqînê li bajarokê Tirbespiyê bike. +Êvara 14ê vê mehê, derdora saet herft û nîv, otomobîleke mînkirî li taxeke rojhilatê bajarokê Tirbespiyê li bazareke gelêrî teqiyab bû di encamê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û hejmareke mezin jî birîndar bibûn. +Serokê ENKSê diyar kir ku civînên Encûmenê dê îro, duşemê, berdewam bikin û di civînan de dê mijarên rêzbendê û bi taybetî karê Sekretariyeta Giştî û weke desteye cîbicîkar derbnarê hin mijarên siyasî û rêxistinî yên girêdayî biryarên civata borî bên guftûgokirin. +Derbarê van mijarên civînan, Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku civîn dê biryarên encûmenê ku di civîna 17ê gulana borî de hatibûn standin, bişopînin û hinek nameyên ku ji encûmenên xwecihî û derve derbarê rewşa ENKSê de gihaştine sekreteriya giştî gotûbêj bikin û serkirdeyê Encûmenê pêşbînî kir ku kongreyê ENKSê careke din bê paşxistin. +Bi sedema astengiyên rê û dorpêça li ser her du herêmên Kobanî û Efrînê, nûnerên her du Herêmên navborî nikariye bighêjin bajarê Qamişlo ku civîn lê tên lidarxistin, û ji ber vê yekê civîn tenê bi beşdarbûna nûnerên Herêma Cizêrê birêve diçin. +Encûmena Niştimanî ya Kurd ku di roja 26ê cotmeha 2011an de li bajarê Qamişlo hat damezrand û çendîn partiyên siyasî, hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe li xwe digre,roja 10ê midara 2013an, li ser bingeha belgeyeke siyasî û rêxistinî tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê bû + +Dihok (Rûdaw) – Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê jî dixwazin li kêleka hêzên Pêşmerge li bereyên şer ên li dijî çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) şer bikin û dibêjin, parastina Kerkûkê mîna parastina Qamişlo ye... + +Ev çend roj in ji ber êrişa çekdarên DAIŞê li dijî bajarên Mûsil û Selahedîn û beşek ji Kekrûkê, aloziyek mezin li herêmên sunnî yên Iraqê çêbûye û ji ber vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji wan herêman hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ew valahiya ewlehiyê tijî kirine. + +Hinek caran di navbvera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de pevçûn derdikeve lê heta niha şerekî wisa giran di navbera wan de çênebûye. + +Ligel vê yekê, welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî bi dil û xwesta xwe berê xwe didin beryên şer û tevlî refmên pêşmergeyan dibin. + +Penaber û kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr bi taybet li Dihokê dijîn, dixwazin li kêleka hêzên Pêşmerge parastina xaka Kurdistanê bikin û dibêjin, parastina Kerkûkê mîna parastina Qamişlo ye.... + +ئەمێ نھا د گرافیکەکێ دە زانیاریێن دەربارێ چاوانیا شەر و جھێ وی شەری ل مووسلێ و کۆنترۆلکرنا وێ ژ ئالیێ چەکدارێن داعشێ ڤە و دەڤەرێن کو شەر ل وان بەردەوامە، بزانن. + + + + +Amed (Rûdaw) – Platforma Demokratên Kurd (PDK)ê, bi daxuyaniyekê helwesta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ya kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatibûn veqetandin pîroz kir û bang li hemû kurdan kir ku bi yek dengî destkeftiyên Kurdistanê biparêzin. +Li ser navê Platforma Demokratên Kurd, derbarê pêşveçûnên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin. +PDK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ku bi êrişên DAIŞ’ê re Rojhilata Navîn bi awayeke siyasî dikele û hevsenga vê erdnîgariyê ji cihê xwe dileqe. +PDK’ê da zanîn, heta mafên hemû neteweyan bê kêmasî neyê dayîn ev pirsgirêk zû bi zû çareser nabin û ev hişyarî kir: ";Rojhilata Navîn, ji ber niheqî û nakokiyên dîrokî ku bi pirsên neteweyî, sîyasî, civakî û demokrasiyê ve girêdayî ne, dikele. Sînorên îro, ji ber van nerastiyên xwe bêwate ne û ta ku li gora rastiya xwe neyêne serastkirin, ev tevlihevî, kuştin û talan dê roj bi roj zêdetir bibin."; +PDK’ê destnîşan kir ku êdî Herêma Federal a Kurdistanê jî bi kirinên xwe û siyaseta xwe aktoreke mezin a Rojhilata Navîn e û helwesta pêşmergeyan a kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatine veqetandin jî pîroz kir. + +PDK’ê, di daxuyaniyê de bibîr xist ku çêkirina xendeqên li ser sînoran niha baştir tê fêmkirin û rastiya van xendeqan bi van êrişên DAIŞ’e careke din derketiye holê. + +PDK’ê di daxuyaniyê de aşkera kir ku êdî roja avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê hatiye û ji hemû perçeyên din ên Kurdistanê xwest piştgirî bidin vê hewldanê û destkeftiyên Başûr biparêzin. + + +Amed (Rûdaw) – Delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Turk, Mulkiye Bîrtane, Îmam Taşçier û Adem Ozcaner bang li hemû delegeyên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên kurdan kirin ku di zûtirîn demê de komîteya amadekar bicive. + +Hevserokê KCD’ê û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier û Berdevkê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner ku delegeyên Kongreya Neteweyî ne, daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniya nivîskî de bang li hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanê hate kirin ku di demeke nêz de komîteya amadekar civîna xwe ya kongreyê pêk bîne. + +Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ";Di dîrokê de her gav pilan û pirojeyên desthilatdaran hem li ser Rojhilata Navîn hem jî bi taybeti li ser Kurdistanê hebûne. Îro jî ev siyaset her berdewam e. Ji ber vê yekê jî divê pirojeyeke hevpar a kurdan jî hebe. Kurd siyaseta hevpar tenê bi kombûna Kongreya Neteweyî dikarin pêk binin."; + +Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Iraqê, guherînên li Iraq û Rojhilata Navîn çêdibin, bandora xwe li ser kurdan jî dikin. + +Delegeyên kognreyê ev yek wiha vegotin: ";Li ser vê esasê, em dixwazin bête zanîn ev êrîş û guherînên dawî yên ku li Iraqê rû didin, hem ji aliyekî ve destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixin xetereyê hem jî ji aliyekê ve ji yekîtiya gelê Kurdistanê re derfet û firsendan çêdike. Divê kurd jî ji bo ku siyaseteke hevpar a ku xizmeta berjewendiyên neteweyî ya gelê kurd û Kurdistanê pêk bîne di demeke kurt de bi lezgînî li hev bicivin."; + +Pîrmam (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermndeyên hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re di civînê de ye ji bona gotûbêjkirina aloziya niha ya Iraqê. + +Li gorî agahiyên çavkaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî niha bi fermandeyên hêzên Pêşmerge re di civînê de ye û rojava civînê jî pêşhatên dawî yên Iraqê ye. + +Civîn heta niha jî didome... + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius bi telefonê li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistan, Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser alozî û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê axivî. + +Li gorî nûçeyê, di wê hevpeyvînê de Loran Fabius pesnê Barzanî da ji ber ku hêzên Pêşmerge karîne wê valahiya ku ji ber vekişîna hêzên Iraqê li hember çekdarên rêxistina DAIŞê çêbûye, tijî bikin her wiha spasiya gelê Kurdistanê kir ji ber ku awareyên Mûsilê û cihên din ên Iraqê li nav xwe de hewandine. + +Wezîrê Derve yê Fransa her wiha dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê û pêşveçûna çekdaran û zêdebûna êrişên terorîstî anî ziman û got, Barzanî ew lîder e ku dikare li hember vê kirîzê bisekine û çareyekê jê re bibîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku Kurdistan dê her dem sitargeh û cihekî aram be û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî dê hemû pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê her wiha wan deverên ku di bin kontrola pêşmerge de ne, biparêzin. + +Barzanî, hêviya xwe anî ziman ku rewşa niha ya Iraqê aram bibe. + +Di dawiyê de Loran Fabius diyar kir, Fransa rewşa Iraqê bi hûrî dişopîne û têkez li ser berdewamiya pêwendiyên navbera Kurdistan û Fransa kir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna digel berpirsên serbazî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de têkez kirk u divê hêzên Pêşmerge û Asayişê mal û canê welatiyên Herêma Kurdistanê her wiha wan kesên ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiya Iraqê cih û warê xwe terikandine, biparêze. + +Barzanî, îro danê êvarê li devera Pîrmamê ya Hewlêrê bi berpirsên serbazî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re civiya. Di civînê de alîkarê Barzanî, Kosret Resûl jî amade bû. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di destpêka civînê de behsa serdana xwe ya Ewropayê kir û paşê rayedarên serbazî û ewlehiyê li ser rewşa Iraqê agahî dan Barzanî. + +Paşê, Barzanî têkez li ser wê kir ku divê hêzên Pêşmerge û Asayişê yên Kurdistanê mal û canê welatiyên Herêma Kurdistanê her wiha wan kesên ji ber alozî û têkçûna rewşa ewlehiyê cih û warên xwe terikandine, biparêzin. + +Di beşek din a civînê de li ser çawaniya bihêzkirina tedbîrên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û deverên ku ji ber valahiya ewlehiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine tijîkirin, hat axaftin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê bi serok û lîderên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re bicive. + +Hat zanîn Barzanî dê sibê (17ê Hezîranê) bi serok û lîderên partiyên siyasî re bicive. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Husên ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got, civîn dê sibê saet 11:00 li devera Pîrmamê ya Hewlêrê were lidarxistin. + +Barzanî îro jî bi Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorran, Newşîrwan Mistefa re li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê her wiha amadekariyên Herêma Kurdistanê li hember her cure metirsî û tehdîdên ser ewlehiya Kurdistanê civiya. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 7 mehan ji bendewariyê, kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ti wezîreke jin tê ragihandin. Hinek parlamenterên jin jî ji niha ve biryar dane deng nedin wê kabîneyê. Parlamentereke jin dibêje: ";Bê jin deng nadim kesî ji wan";. Yeke din jî dibêje: ";Em dê lobî li parlamentoyê çêbikin û em dixwazin mêr jî deng nedin wê kabîneyê";. + +Di tevahiya kabîneyên borî yên hikûmetê de ku ya yekem di sala 1992yan de hate damezrandin, wezîrên jin hebûn. Lê li gor navê wan namzedan ku bi awayekî ne fermî hatine belavkirin ji bo wergirtina postên kabîneya nû, ti jin di nav nazmedan de nîne. Lewra çend parlamenterên jin ji niha ve biryar dane deng nedin kabîneya nû. + +";Di 7 mehan de daxwazkariyên me nehatin bicihanîn"; + +Endama parlamentoya Kurdistanê ji frakisyona PDK Amîne Zikrî ji Rûdawê re got: ";Ev 7 meh in me grûpa aştiyê ya jinên partiyên me yên siyasî pêk aniye ku sê parlamenter jî tê de cî digirin. Me serdana hemû polîtburoyan, serokatiya herêmê û parlamentoyê û frakisyonan kir. Me daxwaz kir ku jin beşdarî kabîneya nû û pileyên taybet bibin. Lê di nava 7 mehan de ti daxwazeke me ji hêla partiyên siyasî nehat bicihkirin";. + +Amîne Zikrî dibêje: ";Em bêdeng nabin û helwesta me ya dawî ew e ku em deng nedin kabîneya nû ya hikûmetê. Lê ne xuya ye çend kes deng nadin. Ez bi ti awayî deng nadim. Lê ger wezîreke tenê ya jin bê danîn, em dê dengê xwe bidin kabîneya nû";. + +Navborî got ku ew hewl didin parlamenterên mêr jî deng nedin wê kabîneyê: ";Em vêga lobî ava dikin, em hewl didin mêr jî piştevaniya me bikin";. + +";Deng nadim kabîneya nû"; + +Di du kabîneyên borî de tenê jinek wezîr bû, ew jî wezîra kar û karûbarên civakî Asos Necîb bû ku ji hêla YNKê hatibû danîn. + +Parlamentera YNKê Rêwas Fayeq ji Rûdawê re got: ";Em hemû jinên parlamentoyê civiyan û me nivîsarek amade kir li ser pirsa dengdan û deng nedana bi kabîneya nû. Pişt re me kir tiştekî takekesî. Kî dixwaze bila deng bide, kî nexwaze bila nede."; + +Rewas dibêje ew bi xwe deng nade kabîneya nû: ";Ger jinek di kabîneyê de nebe, ez bi ti awayî dengê xwe nadimê. Kabîneyeke ku baweriya wê bi wê yekê nebe jinek wezaretekê birêve bibe, ango îradeyek nîne ji bo beşdarkirina jinan di hikûmetê de";. + +Hacî Karwan: Şaştiya wan e + +Parlamenterê frakisyona Yekgirtû Hacî Karwan ji Rûdawê re got: ";Ti nazmedeke Yekgirtû ya jin nîne, lê ev şaştiya jinan bi xwe ye. Çiku kesî ji wan xwe namzed nekir. Tew serokê giştî yê Yekgirtû pirr dixwest jin xwe hilbijêrin û daxwaz ji wan kir jî. Lê wan xwe berbijêr nekirin. Ez nizanim ditirsiyan dengan neyînin yan na. Yekgirtû rê li ber wan negirt, lê ti jinekê xwe berbijêr nekir ji bo wergirtina wezaretekê. Êdî çetî çewtiya wan bi xwe ye";. + +Bi nêrîna Hacî Karwan: ";Ne girîng e jin di kabîneya nû de hebin yan nebin. Ya girîng ew e ku jin wek mêr e di aliyê îdarê de. Lê ger mebest ew be tenê jin yan mêr di hikûmetê de hebin, êdî ger nebe hêj baştir e";. + +PDKê bi niyet e jinekê bike wezîr + +Her çiqasî ti partiyekê nazmedên jin ji bo wezaretan nedaniye, lê li gor zanyariyên Rûdawê, PDKê bi niyaz e wezaretekê bide jinan. Amîne Zikrî got: ";Min jî ev bihîstiye. Min hewldan kir ku PDK kandîdeke jin deyne. Di hemû partiyên siyasî de jinên bi şiyan hene. Em li vî welatî şirîk in";. + +Li gor gotina Rêwas Fayeq, di nav refên YNK de gellek jinan xwe namzed kirine da bibin wezîr, lê: ";Ji ber berberiya mêran nebûn wezîr. Ez bi ti awayî razî nabim ku tenê bêjim jinek di hikûmetê de heye. Divê jin bibin wezîr, jinên pirr hêja jene. Wek mînak yek ji wezîrên herî serkeftî bi nerîna me wek YNK, Asos Necîb bû";. + +Li gor gotina Amîne Zikrî, deng nedana wan ji bo kabîneya nû, ji bil mafê jinan ne girêdayî tiştekî din e: ";Em bi niyet in wek grûpa jinan li parlamentoyê proje yasayekê pêşkêş bikin. Çiku partiyên siyasî guh nadin mafên jinan, em dixwazin di hikûmetê de jî kota bê danîn";. + +Endama parlamentoya Kurdistanê li ser lîsta PDK Vala Ferîd biryara xwe ya dawî nedaye ku deng bide kabîneya nû ya nede: ";Ez deng bidimê yan nedimê kabîne dê pêk bê. Lewra min hêj biryara xwe ya dawî nedaye";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Civînên sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku roja yekeşmê destpêkirin, duh duşemê bi dawî hatin û derbarê çend mijaran de biryar hatin derxistin. + +ENKSê ku ji çend partiyên Kurd, rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, d civînên xwe yên rojên yekşem û dueşmê de, li ser lidarxistina kongreya ENKSê gotûbêj kirin. + +Derbarê kongreyê de ku biryar bû di dawiya sala borî de bihata lidarxistin, endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";sekreteriya giştî amade ye ku kongreya xwe li dar bixe û ev beriyar wê di civîna ENKSê ya vê heftiyê de bê dayîn";. + +Di civînên sekreteriya giştî ya ENKSê de herwiha behsa salvegera bûyerên li bajarê Amûdê hat kirin. Di wan bûyeran de ku roja 27ê hezîrana 2013an qewimîn, 6 sivîlên xelkê bajêr bi guleyên asayiş û YPGê hatin kuştin, lê heta niha ti lêkolîneke cidî û serbixwe derbarê sedema wan bûyeran de çênebûye. + +Derbarê vê yekê, endamê sekreteriya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro ji Rûdawê re got ku ";ew di civînê de gihiştin biryarekê ku di salvegera bûyerên Amûdê de xwepêşandaneke bêdeng li dar bixin";. + +Biro cih û saeta xwepêşandanê aşkere nekir û negot ku ewê ruxseta xwepêşandanê ji asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, bistînin yan na, ji ber ku asayişê rê nade ti xwepêşandan bê ruxset bê lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Posta wezîrê dad ê Herêma Kurdistanê li kabîneya nû giha Turkmenan, lê heta niha aliyên turkmenî li ser namzedekî ji bo vê postê li hev nekirine û nakok in, çend berbijarên wan bo vê postê hene. + +Parlamenterê Bereya Turkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Maruf di daxuyaniyekê de bo Rûdawê haydariyê dide derbarê bêhtir derengketin û yekalîkirina nazmedên turkmenî bo posta wzîrê dadê û dibêje ";Namzedê Bereya Turkmenî nîne, lê dixwazin kesek be ku bi awayekî rasteqîne nûneriya Turkmenan bike."; Aydin Maruf dibîne ku ";ev kêşe dirust bûye û tê xwestin kelem dirust bibin, da ku Turkmen li ser kesekî li hev nekin";. + +Her yek ji serokê Tevgera Çaksazî ya Turkmenî Ebdulqadir Bazirgan, parlamenterê ji lîsta berê ya Turkmenan Cewdet Necar û parlamenterê lîsta Hewlêr a turkmenî Macid Osman nazmed in ji bo posta wezîrê dad. Hevdem navê çend kesên din tê ji derveyî lîstên turkmenî, ji wan serokê berê yê Bereya Turkmenî Senaan Qesab û wezîrê pîşesazî û bazirganiyê Sînan Çelebî. Lê behsa wê yekê dibe ku bi sedema nelihevkirina aliyên turkmenî diyar e PDK dixwaze li derveyî parlamentoyê kesekî turkmenî bo vê postê deyne. Hevdem ji ber ";dema wî ya borî"; arezûya wan nîne ev post bo Senaan Qesab be. + +Aydin Maruf, piştgiriya xwe bo Senaan Qesab û Sînan Çelebî diyar kir ku bibin wezîrê dad. Bêagahiya xwe jî li wê yekê diyar kir ku Senaan Qesab dema xwe ";baasî"; be. Herwiha got ";Eger bi vê pîvanê be, gellek berpirs li Kurdistanê dema xwe baasî bûn";. + +Aydin Maruf bal kişand ku ";dengoya baasîbûn";a Senaan Qesab pêşî li nav aliyên turkmenî hate gurkirin û behskirin. Pişt re belav bû, hevdem got ku ";beşek ji aliyên Turkmenan li nav hev nakok in û bi gellek awayan dijîtiya hev dikin";. + +Di civînên nav xwe de, aliyên turkmenî doz li Nêçîrvan Barzanî kirin ku ew nazmedê Turkmenan yekalî bike û kesekî hilbijêre, lê Nêçîrvan Barzanî ev doz red kir û ji wan xwest ku ew vê pirsê yekalî bikin. + +Parlamenterê fraksiyona turkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Cewdet Necar, ku hevdem yek ji namzedên ku wek pêwîst dibînin wezîrê dad ji nav fraksiyona turkmenî be. Herwiha got ";Em razî nabin kesek li derveyî fraksiyona turkmenan bibe wezîr";. + +Li Parlamentoya Kurdistanê 5 nûnerên Turkmenan hene. Pêşketina Turkmen 2 nûner, Hewlêra Turkmenî, Bereya Turkmenî ya Iraqê, Goran û Nûbûna Turkmenî, her yek ji wan parlamenterekî wan heye. + +Parlamentera turkmenî Muna Qehweçî ji Rûdawê re got ";Li gor istihqaqa hilbijartinê, em doza mafê dengderên xwe dikin, lewma divê nazmedê wezîrê dad ji nav partiyên turkmenî be ku kursiyên wan li parlementoyê hene";. + +Parlamenterê lîsta Hewlêra Turkmenî Macîd Osman, ku hevdem yek ji nazmedan e, ji Rûdawê re behs kir ku pêşî çend carekê pêşniyar kir ti kes ji parlamenteran xwe namzed neke, lê belê li derveyî fraksiyona turkmenan kesekî guncaw û xwedî ezmûn bibe nazmed, lê diyar sbû bi vê yekê razî nebûn ";CVya min jî ji ya wan kesan xurttir e ku xwe kandîd kirine, lewma min xwe kandîd kir";. + +Derbarê binavkirina çend kesên ku li derveyî fraksiyona turkmenan namzedin bo vê postê de, Macîd Osman dibêje ";Ew tenê propagendayê bo xwe dikin, wezaret jî bo ti kesî tapo nebûye. Kesekî ku di dema borî de îdareyek nedîtiye, ezmûna jiyana siyasî jê buhurî, nabe ev post bigihê. "; Herwiha got ";Em qebûl nakin Bereya Turkmenî bi tenê biryarê bide";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku ji her du cîgirên serokê koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken li Parlamentoya Tirkiyê pêk tê, peyamên rêberê PKKê Abdullah Ocalan gihandin Qendîlê û vegeriyan Tirkiyê. + +Piştî vegera ji Qendîlê, şanda HDP daxuyaniyek da medyayê û got ";di hevdîtina me de rayedarên KCKê daxwaz kirine ku divê AKPê gavên berbiçav bavêje";. + +Li gora ku şande dibêje, KCK herwiha ji hikûmetê dixwaze ku ew nexşerêya çareserkirina pirsa kurdî destpêkê bi Ocalan re û pişt re jî bi raya giştî re par ve bike. + +Rêvebirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji şanda HDPê re tekîd kirine ku ew bi temamî li pişta Ocalan û pêvajoya çareserkirinê ne. + +Endama şandê Pervîn Buldan di daxuyaniya xwe de dibêje ku ";wan encamên hevdîtinên xwe yên ligel Ocalan û ligel rayedarên hikûmetê, gihandine Qendîlê";. + +Buldan diyar dike ku hevdîtina wan ya ligel rayedarên KCKê 5-6 saetan dom kiriye û ew di hevdîtinê de li ser encamên danûstendinên ligel hikûmetê rawestiyane. + +Li gora ku tê gotin, berpirsiyarên KCK gotine ku divê AKP êdî gavên berbiçav bavêje, beriya ku parlamento were girtin, yasayên pêwîst derxîne û mijara berdana girtiyên nexweş jî neke mijara bazarê. + +Herwiha ew dixwazin ku komîteyeke çavdêriya pêvajoya aştiyê jî were avakirin. +Wê şandeya HDPê di rojên pêş de danûstendinên xwe ligel her du aliyan berdewam bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi helkefta salvegera damezirandina yekemîn partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li herêma Efrînê merasîmeke rêzlêgirtinê ji bo 13 kesayetiyên tevgera kurdî hat lidarxistin. + +Di merasîmê de ku ji aliyê rêxistina Efîrnê ya Partiya Yekîtiya Demokrat kurd li Sûriyê (Yekîtî) hat lidarxistin, çend gotin hatin pêşkêşkirin ku tê de bal kişandine ser kar û xizmeta ku kesayetiyên hatine xelakirin di tevegra siyasî ya Kurd de pêşkêş kirine. + +Beşdarên merasîmê ku li meydana mala yek ji damezirênerên yekemîn partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Reşîd Hemo li gundê Hopka ser bi bajarokê Reco ve, hatibû lidarxistin, serdana goristana gundê navborî kirin û gurzên gulan li ser gora Reşîd Hemo danîn. + +Di 14ê hezîran 1957an de, yekemîn partiya kurd li ser destê çend rewşenbîr û kesayetiyên navdar ên Kurd hatibû damezrandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li gundewarên Girê Spî li rojhilata Kobanî, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên YPGê û asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin de derketin. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî bi dest xistine, di encama şer û pevçûnan de 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dane. + +Li Rojavayê Kobanî jî, di êrîşeke hevbeş de ji aliyê hêzên YPGê, Ketîbeyên Şems el-Şeml, Lîwaya Cebhet el-Ekrad û Şorşgêrên Reqayê ve, van hêzan bajarokê Şêxlerê Jêrîn ji destê çekdarên DAÎŞê derxistin. + +Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku bajarokê navborî niha bi tevahî di jêr kontrola şervanên hêzên navborî de ye. + +Di çend mehên borî de, çekdarên DAÎŞê tevahiya deverên Cerablus, Munbic, Sirrîn, Şêxlerê Jorîn û Şêxlerê Jêrîn li rojava û başûrê herêma Kobanî kontrol kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku zehmete rewşa Iraqê vegere qonaxa berî bûyerên Mûsilê. + +Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC behsa rewşa niha Iraqê dike û sedema têkçûna rewşa ewlekariyê dixe stûyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî. + +Nêçîrvan Barzanî dibêje ";Rewşa ewlekariyê ne tenê ji ber êrîşên DAÎŞê têkçûye, lê belê ew encama siyaseta şaş a Malikî ye ku Sune piştguhkirine";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje ";Baweriya Kurdan û Sune bi Malikî nemaye û divê piştî ku rewş aram bibe, Malikî dest ji posta xwe berde";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar dike ";ku zehmete êdî Iraq yekgirtî bimîne"; û dibêje pêwîste Suneyên Iraqê mîna Kurdan herêmeke wan a serbixwe hebe û vê yekê wek modêla herî baş ji bo birêvebirina Iraqê dibîne. + +Derbarê livandina hêzên pêşmerge li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin de, serokwezîr Barzanî tekîd dike ku armanca hêzên pêşmerge ne ewe ku têkeve nav bajarê Mûsilê û dibêje ";parastina sînorên Herêma Kurdistanê di destpêka her karekî pêşmerge de ye";. + +Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku berî bîstekê li gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAÎŞê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta niha nediyare bê ziyanên canî li pey wê êrîşê hene yan ne. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hêzên pêşmerge jî bersiva êrîşê da û navendên DAÎŞê li navçeyê borduman kirin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, çekdarên DAÎŞê dest danîne ser gundê Beşîr li başûrê rojavayê Kerkûkê ku piraniyan nişteciyê wê ji Turkmanên Şîa ne. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, di şerê li navçeyên Mela Ebdullah û Beşîr de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane û 23 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Di nav birîndaran de kurê rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê yê Kurd Sehed Qadir heye. + +Piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine vetetandin kişiyan û çekên xwe avêtin, hêzên pêşmerge ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê li wan navçeyan li Kerkûk, Mûsil û Diyale bi cih bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 2 nazmedên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo hikûmeta nû, red dike. + +Çavkaniyeke agehdar ji Parlamentoya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku PDKê vîto li ser 2 nazmedên Yekgirtû daniye û daxwaz kiriye ku bên guhertin. + +Li gor zaniyariyên Rûdwê, PDKê nazmedê Yekgirtû ji bo posta wezîrê hemahengiya navbera parlamento û hikûmetê Mihemed Hawdyanî û namzedê Yekgirtû ji bo posta wezîrê herêmê ji bo navçeyên Kurdistanî Fatih Sengawî red kirine. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, navbera PDK û Yekgirtû rêkeftinek heye ku parlamenterê Yekgirtû Mewlûd Bawermurad li şûna Mihemed Hawdyanî posta wezîrê hemahengiya navbera parlamento û hikûmetê werbigre. + +Herwiha Nesredîn Saîd ku namzed bû ji bo posta wezîrê kar û karûbarên civakî dê têkeve şûna Mewlûd Bawemurad di parlamentoyê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna îro ya serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê bi dawî hat. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî biryar dane ku hêzên pêşmerge ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin û vê dawiyê xistine bin kontrola xwe, nekişin. + +Herwiha hemû alî li ser wê yekê li hev kirine ku Mesûd Barzanî nûnerê Herêma Kurdistanê be di her danûstandinekê de û ew dê biryara dawî bide. + +Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nêrîna wan yek bû ku pirsgirêkên niha di stûyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ye. + +رەوشی ئێستای عێراق بەبێ دەزگای چاودێری یاسایی گوزەر دەکات +رەوشی ئێستای عێراق وایکردووە بەبێ دەزگای چاودێری و یاساییدا بڕوات چوونکە کاتی یاسایی خولی دووی پەرلەمان کۆتایی پێهاتووەو پەرلەمانتارانی خولی سێیەمیش چاوەڕوانی رێکەوتنی سیاسی دەکەن بەڵام لە رەوشێکی ئاڵۆزی وەک ئێستای عێراقی پێدا دەڕوات بە بۆچوونی پەرلەمانتارانی خاوەن ئەزموون ئاسان نییە لایەنە سیاسییەکان بگەنە رێککەوتنێکی سیاسی بۆ پێکهێنانی حکوومەت و رەوشی ئێستای عێراق وەک ساڵی 2003 دەبینن و گەشبینییەکیش لە لایەن هەندێک لە پەرلەمانتارە نوێیەکان دەبیندرێت کە خولی ئەمجارەی پەرلەمان بەهێزتر دەبێت . +نوكه عیراق بێ دهزگههێ چاڤدێریك و یاسادانێ یێ دهربازدبیت و دهمێ یاسایی یێ پهرلهمنتارێن خولا دوویێ تمام بوویه و یێن سیێ ژی ژاڤهرێ ل ههڤهاتنێن سیاسی دكهن، لێ درهوشهك ئالوز یا ئهمنی یا وهك نوكه عیر اق تێدا دهربازدبیت ب بۆچوونا پهرلهمانتارێن خودان سهربور گهلهك بزهحمهته ئالیێن سیاسی بگههن رێككهفتنهكێ بۆ پێك ئینانا حكومهتێ و رهوشا نوكهیا عیراقێ وهك یا سالا 2003 دبینن و گهشبینیهك ژی لجهم هند پهرلهمانتارێن نوی هاتینه ههلبژارتن ههیه كو خولا ڤێ جارێ یا بهێزبیت. + +ئالوزیا رهوشا سیاسی و ئهمنی یا عیراقێ ددهمهكی دایه كو پهرلهمانتارێن خولا دوویێ نوكه ل مالن و ییێن نوی هاتیه ههلبژارتن ژی چاڤهرێ ل ههڤهاتنێن سیاسی دكهن و تار رادهیهكی د گهشبینن كو پهرلهمان جارهكا دیتر ببیته جهێ ل ههڤهاتنێن سیاسی. +ساونبایت:رێناس جانۆ. +ب بۆچوونا پهرلهمانتارهكێ یهكگرتوو ئێدی مالكی یێ بهێز نهما و خولا نوی یا پهرلهمانی دێ بهێزترین خولبیت. +ساونبایت:جهمال كوچهر +ئهوێن ئهزموونا چوار سالیا حوكمرانیا عیراقێ دیتین نههند دگهشبینن ب رهوشا نوكهیا عیراقێ و دیاردكهن كو ئالیێن سیاسی یێن عیراقێ د زهحمهترین قوناغدانه. +ساونایت : موئهیهد تهیب +ل گورهی هند بۆچوونان یا ئسانا نابیت خولا سیێ یاپهرلهمانی دهست ب كرابیت، لێ ئهگهر دهست ب كاربیت دێ با بهێزبیت و تاكرهویێ ژی قبول ناكهت. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî vegerandin û bihawarçûna beşek ji xwendekarên Kurd li Bexdayê, lê hîn hejmarek mezin a xwendekarên Kurd li wir asê mane û jiyana wan di mestirsiyê de ye. + +Yek ji wan xwendekarên ku li Bexdayê asê mane, ji Rûdawê re got ";Ev ne hale em tê de ne, tikaye zû tiştekî ji me re bikin heta ku bi hawara me ve bên";. + +Berî niha hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek xwendekarên Kurd li Bexdayê di rêya balafireke taybet re vegerandine Herêma Kurdistanê, lê hîn nêzîkî 200 xwendekarên Kurd li Bexdayê mane û wek ku ew dibêjin ";ti cihekî wan nîne ku lê bimînin";. Yek ji xwendekaran ji Rûdawê re got ";Haya gelekan ji me ji wê balafirê nebû";. + +Bi gotina wan xwendekaran, zêrevanên malên xwendekaran ji wan re dibêjin ku neçine ti cihekî ji ber jiyana we di metirsiyê de ye, xwendekarekî got ";Her şev çekdarên serûçavên wan girtî davêjin ser malên xwendekaran û bi taybet li Kurdan digerin, em jî diçin ser ban ji bo em xwe biparêzin";. + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak ragihand, Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn. Bûcak her wiha got, mercên ragihandina serxwebûna Kurdistanê derketine holê. + +Platforma Demokratên Kurd li Amedê li bara nirxandina rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê û qeyrana Iraqê de daxuyaniyeke da çapemeniyê. + +Di despêka daxuyaniyê de berî her tiştî hate amajekirin ku kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê pêşmergeyan ve hate pîroz kirin û wek pêkhatina xewneke netewî ya xelkê Kurdistanê hate binavkirin. + +Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak tekez li ser wê yekê kir ku di rewşa niha de Herêma Kurdistanê li dijî terora DAIŞ’ê ji bo parastina sînor û hemwelatiyên Kurdistanê bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî çi pêwîst be wê dike û ew jî wek Platforma Demokratên Kurd piştgiriya vê helwestê dikin. + +Sertaç Bûcak li ser konjonktura Rojhilata Navîn amaje kir ku êdî wateya sînorên ku beriya sed salan hatine xêzkirin nemaye û kurd ji destketinên xwe paş nakevin. + +Bûcak balkişand ser pêşveçûnên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û got ku Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn û pêwîste her kes vê yekê baş binirxîne. + +Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku çapemeniyên cîhanê jî êdî ragihandina serxwebûna Kurdistanê wek rewşeke rewa dibînin û vê yekê êdî bi dengeke bibandor tînin rojeva cîhanê. Ev yek jî hêviya dewleta Kurdistanê xurt dike. + +Kerkûk (Rûdaw) – Gundê Beşîrê yê girêdayî bajarokê Daqoqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, dîsan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin. +Çend roj berê dema hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAIŞê ji gundê Beşîrê yê Kerkûkê vekişiyabûn, hêzên Pêşmerge gund kontrol kiribûn lê îro gund dîsa ketibû bin destê çekdarên DAIŞê. +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Hîwa Husamedîn, bîstekê beriya niha hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên polîsên deverên derdora Kerkûkê karîn gund ji destê DAIŞê derbixin. +Peyamnêrê Rûdawê li nav gundê Beşîrê ragihand, piştî ku gund ji destê DAIŞê hat rizgarkirin hêzên Pêşmerge û polîs li nav û derdora gund hatin bicîhkirin da li hember her îhtimalekê gund biparêzin. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, xelkê gund jî çek hildane û li kêleka hêzên Pêşmerge û polîs li dijî DAIŞê şer dikin û zarokên xwe jî derxistine derveyî gund. +Gundê Beşîrê girêdayî bajarokê Daqoqê yê Kerkûkê ye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Murad Karayilan bang li PDK û YNKê kir ku rê bidin bila gerîllayên wan li kêleka pêşmergeyan li dijî çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê şer bikin. Karayilan, her wiha got, Tirkiyê DAIŞê li dijî kurdan bikar anî lê niha ew çek li Tirkiyê vegeriyaye. +Li gorî nûçeya ANFê, Murad Karayilan ragihand, PKK amade ye bi hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re li dijî DAIŞê şer bike. +Murad Karayilan ji ber vê yekê bang li PDK û YNKê kir ku şer t û mercên pêwîst ji bona vê yekê pêk bînin û wiha got: ";Bila YNK û PDK zemîna wê yekê hazir bikin û gerîlla û pêşmerge bi hev re li dijî DAIŞê bi taybet li Kerkûk û Şingalê şer bikin."; +Endamê Desteya Serokatiya KCKê her wiha ragihand, hêzên ku li pişta DAIŞê ne hedefên wan ên cuda heye û bal kişand ser şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê û wiha anî ziman: ";Eger berxwedana YPGê neba niha li bakûrê Sûriyê jî dewletek îslamî ji aliyê DAIŞê ve dihat ragihandin."; +Murad Karayilan, behsa pêwendiyên Tirkiye û DAIŞê jî kir û got, her çiqas Tirkiye vê yekê înkar jî bike lê her kes dizane ku Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan piştgirî dida DAIŞê. +Wî rayedarê PKKê, behsa girtina dîplomat û karmendên Konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve kir û got, ew çeka ku Tirkiyê li dijî tevgera azadiya kurd bikar anî niha li Tirkiyê vegeriyaye. Me gellek caran got DAIŞ ji bona hemû gelên herêmê xeter e lê ti kesî guhê xwe nedayê û piştgirî danê. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Ev dîmena vîdyoyî ji aliyê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ve li bereyên şer ên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê li devera Celewla ya Kerkûkê hatiye kişandin. +Devera Celewlayê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrolkirin û heta astekî rewşa wir aram bûye lê hemû dikanên bajêr girtî ne, ji ber xelkê wir ji derketina şer û pevçûnê ditirsin. +Xelkê Celewlayê ji hêzên Pêşmerge dixwazin êdî ji wir venekişin ji bo ku aramiya wir têk neçe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya KCKê, Mustefa Karasû, eşkere kir ku dewleta Tirkiyê 15 roj berê xwestiye rasterast bi Qendîlê re hevdîtin lê wan ev yek red kirine. Karasu, her wiha got, êdî AKP muxatebê çareseriyê nîne. +Endamê Desteya Serokatiya KCKê, Mustafa Karasû, ji televîzyona Stêrk TV re li ser pêvajoya aştî û çareseriyê û hevdîtinên navbera dewleta Tirkiyê û KCKê daxuyanî da. +Mustafa Karasû, diyar kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê êdî gihîştiye çivekê û got, lewma yan dewlet dê di nav demeke kurt de bersiva bangewaziyên rêber Apo bide yan jî êdî em û rêberê me vê rewşê qebûl nakin. +Karasû, eşkere kir ku 15 roj berê dewletê daxwaza hevdîtina rasterast bi rayedarên KCKê re kiriye lê wan ev yek red kirine û wiha got: ";Me ji wan re got sermuzakerevanê me rêber Apo ye, eger cardin jî daxwaza hevdîtinê bikin emê dîsa red bikin";. +Wî rayedarê PKKê anî ziman ku ew bi şertekî hazir in bi dewletê re hevdîtin bikin ku şandek ji aliyê Ocalan ve were destnîşankirin û rayedarên KCKê jî tê de bibin û got, me di hevdîtinên Oslo (paytexta Norvecê) de jî got bila êdî ti kes demogojiyê neke û eger dewleta tirk çareseriyê bixwaze bila bi rêber Apo re rûnê û çareser bike. +Mustafa Karasû, li ser qedera pêvajoyê jî wiha got, ev sal û nîv e rewşa bêçalakiyê heye lê heta niha hikûmeta AKP tiştek nekiriye ji ber wê jî êdî lîmîta pêvajoyê bidawî bûye û îhtimala wê heye pêvajo vegere şerekî giran jî. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Du pêşmergeyên zêrevanî dema ku vedigeriyan dewama xwe rêya xwe şaş dikin û dikevin destê çekdarên DAÎŞê. Berpirsekî wê grûpê dibêje: ";Em wek dîlan bi wan re tev digerin."; Ew pêşmerge bi rêya Rûdawê re daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmetê dikin hewla azadkirina wan bidin. + +Rizgar Ebas Îsmaîl, efserê hêzên zêrevanî ku vêga li navçeya Gogcelîl a nêzîkî bajarê Mûsilê ne ji Rûdawê re got: ";Em hatine agehdarkirin ku 2 pêşmergeyên fîrqeya 4 bi şaştî bi otomobîlên eskerî û bi çekan çûne xaleke kontrolê ya çekdarên DAÎŞê li Memelon û hatine girtin";. + +Mihemed Elî û Bextiyar Necmedîn roja 15.06.2014 ji Hewlêrê ji bo dewama xwe ya asayî diçin derdora Mûsilê, lê dora saet 5ê êvarê bi şaştî dikevin xala kontrolê ya çekdarên DAÎŞê. + +Rûdawê pêwendî bi hejmara telefonên wan pêşmergeyan kir, lê çekdarekî DAÎŞê bersiv da ku xwe wek Mucbil da naskirin û wek alîkarê `amir` ê karûbarên ewlekarî axivî. Wî çekdarî nûçeya girtina wan her du pêşmergeyan piştrast kir û got ";Ew pêşmerge ji hêla eskerên DAÎŞê hatine girtin û li ba me ne û tendirustiya wan baş e";. + +Ew her du pêşmerge, yek ji wan cîgirê efser e û yê din pêşmerge ye, her du ji fîrqeya 4 a hêza 2 ya zêrevanî ne. + +Derbarê egera azadkirina wan pêşmergeyan de, wî berpirsê DAÎŞ ragihand ";Em wek dîl bi wan re tev digerin. Emîr û serkirdên me biryara azadkirina wan yan her biryareke din didin";. + +Mihemed Elî berê jî li heman cihî dewam dikir, lê cara yekem bû ku Bextiyar li wî cihî dewam dikir. Berpirsê DAÎŞ rê da wan her du pêşmergeyan ku bi telefonê ji Rûdawê re bipeyvin. Bextiyar got ";Ez ji hêla DAÎŞê hatime girtin û reftara wan bi me re baş e";. + +Bextiyar Necmedîn Hesen (33), şêniyê navçeya Şiwan a Kerkûkê ye û pêşmergeyê zêrevanî ye. Navborî sala 1997 bû pêşmerge, du zarokên wî hene. Niha mala wî li devera Daretû ya Hewlêrê ye. + +Mihemed Elî ku cîgirê efser e ji Rûdawê re got ";Em bi şaşî çûn û ketin leşkergeha wan, lewra em hatin girtin";. + +Mihemed Elî (56) li Helebce ji dayik bûye, du kur û keçeke wî heye û niha li Hewlêrê dijî. + +Mihemed got ku çekdarên DAÎŞ zor li wan nekirine: ";Em li benda pevguhertina dîl bi dîl in. Em daxwazê ji serokatiya Herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi hawara me ve bên û me qurtal bikin";. + +Derbarê rewşa wan pêşmergeyan de, efserê hêzên zêrevanî Rizgar Ebas got ";Li gor zanyariyên me lêdaneke zêde xwarine, lê zindî ne û desteserkirî ne. Heta vêga ti biryarek nîne ji bo azadkirina wan";. + +Derbarê îşkencekirina wan pêşmergeyan de, Mucbil ragihand: ";Di dema girtina wan de, yekî ji çekdarên DAÎŞê li wan pêşmergeyan da. Lê em lêpirsînê bi wî re dikin, wî ceza dikin û qamçî dikin li ser wî karê wî, ji ber li ba me lêdana dîlan qedexe ye";. + +Çavkaniyeke berpirs ji hêza zêrevanî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin û niha li bereyên pêşe li Mûsilê, ji Rûdawê re got ";Me pêwendî bi wan çekdarên DAÎŞê re kir. Wan soz daye ku wan her du pêşmergeyan azad bikin û em li benda bicîanîna soza wan in";. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Hemû aliyên siyasî li parêzgeha Silêmaniyê li benda civîna YNK û Goran in da ku dest bi danûstandinên girêdana hevpeymanîtiyê bikin, her yek ji wan aliyan çavê xwe berdaye wergirtina posta parêzgarê Silêmaniyê. + +Endamekî serkirdayetiya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê dibîne ku ";her sînaryoyek li Silêmaniyê li ber çav bê girtin, her divê yek ji her du aliyan razî bibe bi wê yekê ku posta parêzgar bo yê din be";. + +Dibe hilbijartin ji bîra xelkê herin, careke din Silêmaniyê bi sedema sînaryoyên siyasî yên pirr, hest bi nêzîkbûna dengê nearamiyê bike û bi baweriya gellekan ji wan kesên ku çavdêriya proseya siyasî dikin li Herêma Kurdistanê, divê Silêmaniyê aram be heta ku Herêma Kurdistanê aram be. + +Endamê odeya lêkolînên siyasî ya Tevgera Gorran Dr. Derbaz Mihemed dibîne berî ku civîna Goran û YNKê pêk were, divê YNKê li wê rastiyê mikur bê ku ";Em serketiyê hilbijartinê ne li Silêmaniyê û divê parêzgar bo me be û serokê encûmena parêzgeha jî bo YNKê be."; + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji hinek çavkaniyan bidest ketin, YNK berî yekalîbûna tanan li ser encamên hilbijartinê dest bi pêkanîna hevpeymaniyê ligel aliyan kir ji bo bidestxistina 50+1 û heta niha karîbûn kursiyê kotaya Xristyan û Sosyalîstan bi dest bixin. + +Endamekî serkirdayetiya YNKê ku nexwest navê wî belav bibe, derbarê yekalîbûna wan her du kursiyan de dibêje ";Bêguman rast e, niha hejmara kursiyên me bûne 13 kursî. Em li benda wê yekê ne ku Yekgirtûya Îslamî jî ligel me be";. + +VÎ endamê serkirdayetiya YNKê neveşart ku partiya wî dest bi hewla xwe dike ligel aliyan, bo danûstandinê û pişt re ligel Tevgera Gorran jî dicive ";Lê divê Tevgera Gorran bi hisabê serketî danûstandinê ligel me neke û bi vî awayê danûstandinê jî tiştek bi dest nakeve";. + +Lê Dr. Derbaz Mihemed dibîne ku ";YNKê nikare bê Gorran îdareya Silêmaniyê pêk bîne û îslamî ligel YNKê hevpeymaniyê nakin û PDKê jî karê wiha nake";, ji ber ew dibîne ku niha li Silêmaniyê ev hevkêş bi awayekî ye ku ti hêz nikare bê Gorran bîra pêkanîna îdareya parêzgehê bibe. + +YNKê amade ye bo danûstandinê ligel Tevgera Gorran û Goran jî dixwaze piştî yekalîbûna tanan civîn pêk bê. Endamê serkirdayetiya YNKê Letîf Şêx Omer dibêje ";Gotina me bo Gorran û hemû aliyên din jî ewe ku em danûstandinê ligel dikin, divê hemû alî tê de beşdar bin û divê li ser maseya danûstandinê yekalî bikin kî parêzgariyê werdigire";. + +Vî endamê serkirdayetiya YNKê red kir ku ti hêz serketiyê Silêmaniyê be ";Serketî ewe ku 50+1 jê re hebe. Lê ya ti hêzê nîne û bi rastî baştirîn çareserî ewe ku YNK û Gorran li nav îdareyekê hebin";. + +Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran jî dibêje ";Sînaryoya 2 sal bi 2 salan hate pêşniyarkirin, lê Gorran bi vê yekê razî nabe û ji ber ku YNKê her danekeve bo hêza serketî parêzgariyê werbigire, bêguman hingê pêwîstiya me bi Komel, Yekgirtû û PDK dibe bo misogerkirina 50+1";. + +Ev endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran herwiha dibêje ";Kêşeya serokomar yekalî nebûye û eger mercê Îranê nîne ku posta serokomar çi aliyê kurdî werbigire, postên Bexdayê ligel parêzgehan dikin yek pakêt, hingê em ligel YNKê tenê behsa parêzgeha Silêmaniyê nakin, lê belê behsa serokomarê Iraqê jî dikin";. + +YNKê berî demekê dest bi danûstandina pêkanîna hevpeymaniyan kir û wek endamê serkirdayetiya YNKê got ";Sosyalîst û endamê Xristyanî yekalî bûn, çavê me li wê yekê ye ku Yekgirtû û Komel jî ligel me bin";. + +Lê endamê polîtbîroya Yekgirtû Dr. Mihemed Ehmed ku serokatiya şanda Yekgirtû kir, dibêje ";Hewla me bo zemînesaziyê bû heta alî ji bingehên giştî yên binfirehî û aramiyê dûr nekevin û bi qasî ku em têgihiştin, ew jî kok bûn";. + +Lê endamekî serkirdayetiya Komela Îslamî dibêje ";Em û Yekgirtû nikarin 50+1 bo ti alî desteber bikin bê PDKê";. Ehmed Reşîd behsa hejmara kursiyên Gorran dike ku 12 kursî ne û dibêje ";Kursiyên me û Yekgirtû jî 4 kursî ne û hejmar dike 16 kursî ku nîvê 32 kursiyên encûmena parêzgehê ye û hingê divê PDKê balansê bilind bike. Lewma her baştir e 2 pirranî bi hev re hevpeyman bin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna wî duh a ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava axaftinên xwe yên li ser pirsgirêkên niha yên Iraqê de behsa peywendiyeke telefonî kir ku navbera wî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî çêbûye. + +Barzanî dibêje ";Berî 6 mehan dema Malikî serdana Amerîka kir, em bi telefonê ligel hev axifîn. Wê demê min ji Malikî re got ku rewşa Mûsilê gelek metirsîdar e û çekdar dikarin ewlekariya welat têk bidin";. Di bersivê de Malikî gotiye ";Haya te ji Kurdistanê hebe û rewşa xwe biparêzin, ji ber Iraq xwedî artêşeke bihêz e û dikare xwe biparêze";. + +Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wî heman tişt ji cîgirê serokê Amerîka John Biden re gotiye û di serdana Fransayê de ji rayedarên wî welatî re jî gotiye. + +Barzanî dibêje ";li ser vê meselê wezîrê derve yê Fransa telefona wî kir û gotiye axaftinên te rast derketin";. + +Roja duşemê wezîrê derve yê Fransa telefona serokê Herêma Kurdistanê kiribû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundê Beşîr û 7 hemwelatiyên sivîl li wir kuştin. + +Rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku duh piştî ku çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundê Beşîr, 7 kes li wî gundî bi guleyan kuştin. + +Qadir aşkere kir ku ";di şerê navbera hêzên polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê û çekdaran de 2 polîs şehîdbûn û 13 polîsên din jî birîndar bûn";. + +Qadir herwiha got ku şeva borî 4 helîkopterên artêşa Iraqê gundê Beşîr bombebaran kirin. + +Gundê Beşîr li başûrê parêzgeha Kerkûkê dikeve û şêniyên wê piraniya wan Turkmanên Şîa ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro 18/6/2014 Parlamentoya Kurdistanê baweriyê bide serokwezîr, cîgirê serokwezîr û wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. CVyên wan jî ji duh de gihiştine ber destê parlamenteran. + +CVyên serokwezîrê, cîgirê serokwezîr û wezîrên kabîneya heştem: + +Nêçîrvan Idrîs Barzanî ji bo serokwezîrtiyê hatiye erkedarkirin + +Sala 1966 ji dayik bûye + +Kurê mezin ê Idrîz Barzanî ye + +Sala 1989 bûye endamê polîtbîroya PDKê + +Di kongreya 13 ya PDKê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin + +Sala 1996 bû cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê + +Sala 1999 bû serokwezîrê kabîneya çarem a hikûmeta Herêma Kurdistanê + +Sala 2006 bû serokwezîrê kabîneya yekgirtî + +Jiyana hevseriyê ligel Nebîle Mesûd Barzanî pêkaniye + +Qubad Celal Hîsamddîn Talebanî ji bo posta cîgirê serokwezîr hatiye erkedarkirin + +Kurê duyem ê Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmed e + +Di 21ê tîmeha 1977 de ji dayik bûye + +Li Berîtanya xwendina xwe destpêkiriye û li wir jî li zanîngehê xwendiye + +Sala 2000 wek alîkarê berpirsê ofîsa YNKê li Amerîka dest bi kar kir + +Sala 2004 bû berpirsê ofîsa YNKê li Amerîka + +Sala 2006 bû nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka + +Destpêka sala 2013 vegeriya Kurdistanê + +Di kabîneya heftem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de serokê fermangeha hemahengî û şopandinê bû + +Sala 2005 jiyana hevseriyê ligel berpirsa berê ya Programa Pêşvebirina Iraqê Şêrî Graham pêkanî + +D. Rêkewt Heme Reşîd: Wezîrê tenduristiyê + +Sala 1974 ji dayik bûye + +Bijîşkê pispor ê qirik, guh û bêvilê ye + +Di kabîneya heftem de wezîrê tenduristiyê bû + +Sala 1997 bekaloryos di emeliyata giştî de li zanîngeha Selahedînê bi dest xist + +Diploma wî ya bilind di emeliyat û nexweşiyên qirik, guh û bêvilê de heye + +Sala 2004 wezîrê tenduristiyê di hikûmeta Silêmaniyê de bû + +Sala 2013 master di warê rêvebirinê de li zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bi dest xist + +Berî niha çend post di warê tenduristiyê de birêvedibirin +Yûsif Semed Lutfullah: Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî + +Bi navê D. Yûsif Goran tê naskirin + +Sala 1968 li Kerkûkê ji dayik bûye + +Sala 1986 yekemê qonaxa navendî bû li ser asta parêzgeha Kerkûkê + +Sala 1990 kolêca qanûn li zanîngeha Bexdayê temam kiriye + +Sala 2007 master di qanûn de li zanîngeha Koye bi dest xistiye + +Sala 2013 doktora li zanîngeha Silêmaniyê wergirt + +Sala 2010 bû berpirsê desteya şêwirmendiyê ya polîtbîroya YNKê + +Sala 2014 mamostayê beşa qanûn û siyasetê ya zanîngeha Geşepêdana Mirovî bû + +Niha serokê beşa qanûn û siyasetê ya kolêca qanûn û siyasetê ya zanîngeha Geşepêdana Mirovî ye +Derbaz Ebdullah Resûl: Wezîrê avakirinê + +Derbaz Kosret, kurê cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl e + +Sala 1982 ji dayik bûye + +Sala 2005 bawernameya bekaloryosê di zanistên siyasî de li Londonê bi dest xist + +Sala 2007 dîploma bilind di rêvebirinê de li zanîngeha Lister a berîtanî bi dest xist + +Sala 2013 dîpolm di rêvebirinê de li zanîngeha Amerîkî li Şarîqe bi dest xist + +Di rêxistina xwendekaran û rêxistinên YNKê li Berîtanya de kar kiriye + +Serokê desteya rêxistina Rêbaz Fundation û Borda nexweşxaneya Par e + +Berpirsê ofîsa cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê ye + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013 de bû parlamenterê Kurdistanê +Mehmûd Salih Kerîm: Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan + +Sala 1962 li Xumralê ji dayik bûye + +Derçûyê kolêca zaninstên siyasî ye + +Sala 1976 têkilî bi Komel re danî + +Sala 1979 bû pêşmerge + +Du caran ji aliyê hêzên ewlekariya Baes ve hatiye girtin + +Sala 2003 bû endamê ofîsa têkiliyên YNKê û niha berpirsê wê ofîsê ye +Xalid Ebdulrehman Ehmed Mihemed Doskî: Wezîrê rewşenbîrî û lawan + +Bi navê Xalid Doskî tê naskirin + +Sala 1962 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1984 bekaloryosa di edebiyata kurdî de li zanîngeha Bexdayê bi dest xist + +Di heman salê de bû pêşmerge + +Zimanî îngilîzî û medyayê li Londonê xwendiye + +Sala 2001 bekaloryos di rêvebirinê de li zanîngeha Rojhilata Londonê bi dest xist + +Rêveberê televizyona Badînan Sat e + +Endamê encûmena parêzgeha Duhokê û serokê lîsteya YNKê bû di encûmenê de + +Endamê ofîsa ragihandin û serpereştyarê ragihandina YNKê bû li Badînan + +Salên 2009 û 2010 berpirsê Melbenda Zaxo bû +Ebilkerîm Sultan Ebdullah: Wezîrê navxwe + +Bi navê Kerîm Şingalî tê naskirin + +Sala 1950 li Şingalê ji dayik bûye + +Sala 1971 kolêca qanûn û siasetê li zanîngeha Bexdayê temam kir + +Ji sala 1971 heta 1973 de li Bexdayê karê parêzeriyê kiriye + +Ji sala 1993 heta 1994 rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê bû + +Endamê polîtbîroya PDKê ye + +Ji sala 2001 de wezîrê navxwe ye +Elî Hacî Osman Hacî Bedirî Sindî: Wezîrê pilandananê + +Bi navê D. Elî Sindî tê naskirin + +Sala 1965 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1990 bawernameya bekaloryosa bijîşkî li zanîngeha Mûsilê bi dest xist + +Sala 1996 wekîlê wezîrê tenduristî û karûbarên ciakî bû + +Sala 2002 pileya master di rêbirina gitî de li zanîngeha Harvard bi dest xist + +Şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên tendursitiyê ye + +Di kabîneya heftem de wezîrê pilandananê ye +Ebdulaah Ebdullrehman Ebdullah: Wezîrê samanên siruştî + +Bi navê Aştî Hewramî tê naskirin + +Sala 1948 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Sala 1971 bekaloryos di petrolê de li Bexdayê bi dest xist + +Di sala 1971 de wek endazyar di kompanya petrola Iraqê li Besrayê kar kiriye + +Ji sala 1975 heta 1982 de li Berîtanyayê wek endazyar di kompaniyeke petrolê ya berîtanî de kar kiriye + +Sala 1978 maste di endazyariya petrolê de li Skotlendayê bi dest xist + +Ji sala 1982 heta 1985 mezine endazyarê Intra bû + +Ji sala 2006 de wezîrê samanên siruştî ye +Ebdullsetar Mecîd Qadir: Wezîrê çandinî û avdaniyê + +Ebdullsetar Mecîd + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Bawernameya bekaloryosê di zanistên Quranê de bi dest xistiye + +Sala 1978 bû pêşmergeyê Tevegra Îslamî + +Di du kongreyên Komela Îslamî de carekê dengê yekem û carekê dengê duyem bi dest xist + +Berpirsyariya wî ya siyasî û leşkerî hebû di nab Komela Îslamî de + +Berdevkê Komela Îslamî bû + +Endamê polîtbîroya Komela Îslamî ye + +Nûnerê Komel bû di komîteya hemahengiyê ya opozîsyonê de + +Serokê şanda Komel bû di avakirina hikûmet û nivîsandina karnameya hikûmetê de +Rêbaz Mihemed Ebdullah: Wezîrê darayî + +Bi navê Rêbaz Hemlan tê naskirin + +Sala 1981 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Bekaloryosa wî di qanûnê de heye + +Çend salan karê parêzeriyê kiriye + +Berpirsê rêveberiya kompaniya Wişe bû + +Cîgirê berpirsê rêkxerê darayî û rêveberî yê Tevgera Gorran bû +Selahedîn Babekir Mihemed Silêman: Wezîrê elektrîkê + +Sala 1965 li Qeladizê ji dayik bûye + +Ji destpêka salên heştêyî de tevî karê siyasî yê îslamî bûye + +Sala 1992 bekaloryos di endazyariya petrokîmyayî de li zanîngeha Tekenelojîk a Bexdayê bi dest xist + +Bawernameya wî ya master û doktora di rêvebirina pîşesazî de heye + +Sala 1999 yekem xort bû ku bû endamê serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî + +Di kongreya şeşem a Yekgirtû de duyem dengê endamên kongreyê bi dest xist + +Yekem sekreterê Yekgirtûya Qutabiyan bû + +Yekem berdevkê fermî yê Yekgirtû bû + +Berpirsê ofîsên ragihandin, cemawerî û hilbijartinê bû + +Endamê encûmena serkirdatiya Yekgirtû ye + +Alîkarê sekreterê giştî yê Yekgirtû ye +Samal Serdar: Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê + +Samal Serdar Mehmûd + +Sala 1981 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Derçûyê kolêca qanûn e + +9 salan karê parêzeriyê û şêwirmendiya qanûnî kiriye + +Endamê civata niştimanî ya Tevgera Gorran û rêkexerê odeya qanûnî ye +Kemal Muslim: Wezîrê ewqaf û karûbarên olî + +Kemal Muslim Saîd + +Sala 1967 li Duşîwanî Mentik ji dayik bûye + +Derçûyê beşa cyolocya ya kolêca zaniest û derçûyê kolêca qanûn e + +Sala 1982 tevlî YNKê bû + +Sala 2009 tevlî Tevgera Gorran bû + +Bajêrvanê Hewlêrê bû + +Niha karê parêzeriyê dike + +Newroz Mewlûd Mihemed Gerdî: Wezîrê şaredariyê + +Bi Newroz Mewlûd tê naskirin + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Sala 1992 bekaloryos di qanûnê de li zanîngeha Selhedînê bi dest xist + +Sala 2010 master di rêvebirina kar de bi dest xist + +Dîploma wî di pişrastbûna curî li Berîtanya heye + +Rêveberê qanûnî yê desteya giştî ya weberhênanê bû + +Niha rêveberê giştî yê weberhênana Hewlêrê ye + +Sekreterê encûmena bilind a weberhênanê ye bi pileya wekîlê wezîr + +Beşdar bû di dariştina rênimayên sindoqa niştecîbûnê de + +Girîngiyeke zêdetir dide pêşvebirina kertên geştyarî, niştecîbûn û bazirganiyê +Sînan Ebdulxaliq Ehmed Çelebî: Wezîrê dad + +Bi navê Sînan Çelebê tê naskirin + +Sala 1944 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Bekalroyos û master di endazeya avakirinê de li Berîtanya û Tirkiyê bi dest xistiye + +Damezirênerê ofîsa şêwirmendiya endaziyariya Iraqê li Bexdayê ye + +Wek mutehid û endazyar li Hewlêrê kar kiriye + +Sala 1993 demekê bû serokê Eniya Turkmanî + +Cîgirê serokê rêxistina xêrxwazî ya Ihsan Dogremeçî bû + +Di kanbîneyên şeşem û hefetm de wezîrê pîşesazî û bazirganiyê bû +Piştîwan Sadiq Ebdullah: Wezîrê perwerde + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Sala 2013 bawernameya doktora di qanûna giştî de bi dest xist + +Endamê encûmena serkirdyetiya PDKê ye + +Mamostayê kolêca qanûn û siyaset li zanîngeha Selahedînê ye + +2 pirtûkên wî hene derbarê jinavbirina terorê de bi zimanê erebî +Mistefa Qadir Mistefa: Wezîrê pêşmerge + +Bi navê Mistefa Qadir tê naskirin + +Sala 1958 li Qeladizê ji dayik bûye + +Peymangeha çandiniyê ya Ebû Xirêb li Bexdayê temam kiriye + +Sala 1978 tevlî Komele bû + +Sala 1980 bû pêşmerge + +Sala 1990 heta 1991 girtiyê siyasî bû + +Sala 1995 bû endamê serkirdatiya YNKê + +Çend berpirsyariyên rêkxistin û pêşmerge wergirtibûn + +Endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê bû + +Sala 2001 û piştî kongreya duyem bû endamê polîtbîroya YNKê + +Cîgirê fermandarê giştî yê pêşmergeyên YNKê bû + +Ji sala 1998 heta 2001 wezîrê navxwe yê îdareya Silêmaniyê bû + +Rêkxerê odeya rêveberî û darayî ya Tevgera Gorran e +Hisên Siyaweş Eyo: Wezîrê veguhestin û gihandinê + +Bi navê Conson Siyaweş tê naskirin + +Sala 1971 li Diyana ji dayik bûye + +Sala 1993 bekaloryos di cografiya de li zanîngeha Selhedînê bi des xistiye + +Sekreterê Encûmena Gel a Suryan Aşûrî bû + +10 salan di serkirdatiya Partiya Demokrat a Bêt Nehrên de bû + +Endamê Yekîtiya Cîhanî ya Aştiyê û endamê piraniya kongreyên bergirîkirin li Xristiyanên Iraqê bû + +Di kabîneya hefetm de wezîrê veguhestin û gihandinê bû +Fatih Mihemed Silêman: Serokê desteya navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê + +Bi navê Fatih Sengawî tê naskirin + +Sala 1976 li Sengaw ji dayik bûye + +Sala 1998 bawernameya di zimanê erebî de li zanîngeha Selahedînê bi dext xist + +Sala 2008 maste di civknasiyê de li zanîngeha Hure ya Holandî bi dest xist + +Sala 2011 master di zimanê erebî de li zanîngeha Cînan a Libnanî bi dexst xist + +Wanebêje li zanîngeha Geşepêdana Mirovî + +Xwendekarê doktorayê ye di zimanê erebî de + +Di warê ragihandin û rêxistinan de kar kiriye +Nesredîn Saîd Mistefa Hebîb: Wezîrê kar û karûbarên civakî + +Bi navê Nesredîn Saîd tê naskirin + +Sala 1965 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1994 tevlî Yekgirtûya Îslamî bû + +Sala 2007 bekaloryos di xwendina îslamî de li zanîngeha Mûsilê bi dest xist + +Endamê serkirdatiya Yekgirtû ye + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji pêşmergeyên xanenişîn û cemawerên Kurdistanê re şand û tê de daxwaz ji hemû aliyekî kir ku bi berpirsiyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin. + +Barzanî di peyama xwe de ";ji ber vê rewşa niha ya li ser sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê û ji bo bergirîkirin li milk û malên hemwelatiyên û parastina deskeftên gelê Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyekî dike ku bi berpirsyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin";. + +Mesûd Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hemû ";pêşmergeyên qreman kir ku di qonaxa xanenişîniyê de ne bi mebesta piştgirîkirina hêzên pêşmerge û xwe amadekirin ji bo her egerekê têkiliyê bi wan cih û baregehan re danin ku berî niha tê de xizmeta gel û niştiman kirine";. + +Ji bo vê mebestê jî, Barzanî dibêje ku ";pêwîste wezareta pêşmerge û yekîneyên fermandariyan tedbîrên guncayî ji bo rêkxistin û pavekirina erkên wan pêşmergeyan bistînin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji cemawerên Kurdistanê kir ku ";her kes li gor karînên xwe alîkarî û piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê bikin";. + +Barzanî di peyama xwe de hemwelatiyên Kurdistanê piştrast dike ku ";hêzên pêşmerge wek qonaxên berê yên xebata gelê me bi hêz û bi xwe baweriyekê amade ne bergiriyê li Kurdistanê bikin";. +Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de tekîd dike ku ";bêguman paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ji bo raya giştî ya Iraqê û Kurdistanê belav kir û tê de desthilatdarên Bexdayê wek berpirsyarê rasterast ê rewşa niha ya Iraqê da naskirin. + +Barzanî di peyama xwe de diyar dike ku ew di peywendiyeke berdewam de bû ligel piraniya aliyên peywendîdar derbarê bûyerên ku vê dawiyê li Iraqê qewimîne de û dibêje ku ";wî ji mêj de hişyariyê dida ku rewşa Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe ji ber siyaseta çewt û tekane ya kesên ku dethilat li Bexdayê zeft kirine"; û ew kes jî wek ";berpirsê rasetast ê wan pêşhateyan da naskirin";. + +Barzanî diyar dike ku wan gelek hewl da çareseriyên bingihîn ji pirsgirêkan re bibînin û gelek pêşniyar jî pêşkêş kirine, ";lê bersiv û reftara karbidestan li dijî bû yan jî piştguhkirin bû";. + +Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku Kurdistan piştî sala 2003yan li dijî şerê tayifî û mezhebî rawestiya û nebûye sedemeke nerênî di vê milmilaneyê de, ";lê Kurdistan heta ku jê hat roleke xêrê lîstiye";. + +Barzanî dibêje ku ew ligel Şîa sekinînin dema ku li wan qewimî û zulim li wan hat kirin û piştî sala 2003yan jî li dijî piştgukirina Sune rawestiyan, herwiha Barzanî tekîd dike ku ";exalqê Kurdan di dirêjahiya dîrokê de ew bû ku pişta mezlûman girtiye";. + +Barzanî herwiha hewlên wan kesên ku baca şaştiyên xwe didin û şikestine û dixwazin bikine şaştiya Kurdan wek ";buxteneke mezin"; wesif kir. Ew kes jî bi wê yekê tometbar kirin ku ";mijûlî çêkirina valahiyeke wiha di navbera Kurd û Şîa de ne ku bêguman dê ziyanên mezin bigihîne her du aliyan û dibêje ku ";hevpeymanîtiya Kurdan ligel Şîa ji reftara çend kesên ku karbidestin, bilindtir e";. + +Barzanî di peyama xwe de amaje dike ku ";ew qet helwesta îmam Muhsin el-Hekîm û Şehîd Sedir ji bîr nakin"; û Şîa piştrast kirin ku ";ewên bûne sedema çêbûna vê rewşê ";dixwazin şikestina xwe bi buxtanan veşêrin û çend sale rastiyê ji milet vedişêrin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku niha rewşeke nû derketiye holê û pêwîste çareseriyeke bingihîn ji bo pirsgirêkan bê dîtin, lê tekîd dike ku divê awayê desthilatdarî û rewşa siyasî ya berî niha bê guhertin. + +Derbarê rûbirûbûna terorê de, Barzanî dibêje ku ";Kurdistan zêdetirî her demekê amade ye ji bo bergirîkirin li berjewendiyên xwe û jiyana xelkê xwe ji her destdirêjiyekê";. + +Herwiha tekîd dike ku ";ew karên terorîstî ji daxwazên rewa yên birayên Sune cuda dikin"; û dibêje ku ";ew ligel birayên Şîa û Sune ji bo rûbirûbûna terorîstan amade ne, lê qet nakevine şerekî ku di bin perdeya şerê dijî terorê de şerê tayifî bê kirin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku bi tenê bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin û tekîd dike ku ";divê sedem bên çareserkirin û proseya siyasî rêya xwe ya rast bigre û wê demê jinavbirina terorîstan gelek hêsan dibe";. + +Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje ku ew ";fakterê xêrê ne û piştgiriya her gavekê xêrê dikin, lê divê hemû aliyek bizanin ku îro rewşeke nû derketiye holê û divê bi waqihî mamele ligel bê kirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serowkezîr Qebad Talebanî û wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, Çarşemê, li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin. +Berî sûndxwarinê, parlamenteran deng dan wezîrên kabîneya heştem yek bi yek û encamên dengdanê wiha bûn: +Sînan Çelebî, Wezîrê Dad, 79 deng belê, 3 deng nexêr +Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge, 78 deng belê, 6 deng nexêr +Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe, 87 deng belê, 4 deng nexêr +Rêbaz Mihemed, Wezîrê Dad û Aborî, 86 deng belê, 6 deng nexêr +Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, 83 deng belê, 3 deng nexêr +Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Tenduristiyê, 83 deng belê, 3 deng nexêr +Piştîwan Sadiq, Wezîrê Perwerde, 89 deng belê, 3 deng nexêr +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedanî û Niştecîbûnê, 90 deng belê, 3 dengê nexêr +Newroz Mewlûd, Wezîrê Şardarî û Geştûguzarê, 89 deng belê, 3 deng nexêr +Yûsif Mihemed, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, 92 deng belê, 3 deng nexêr +Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Mihemed Qadir, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî, 95 deng belê, 3 deng nexêr +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîriyê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Mehmûd Salih, Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan, 92 deng belê, 3 deng nexêr +Ebdulsetar Mecîd, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Samal Serdar, Wezîrê Bazirganiyê, 87 deng belê, 5 deng nexêr +Jonson Siyaweş, Wezîrê Veguhestin û Gehandinê, 84 deng belê, 5 deng nexêr +Kemal Muslim, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, 74 deng belê, 5 deng nexêr +Selahedîn Babaekir, Wezîrê Elektrîkê, 82 deng belê, 4 deng nexêr +Mewlûd Bawemira, Wezîrê Herêm, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Ebdulrehman Ebdulrehîm, Wezîrê Herêm, 88 deng belê, 3 deng nexêr + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ";Derfetên wekhev bo her kesî peyda bike û sozên xwepêk bîne."; +Îro, Çarşemê, serokwezîr û cîgir û wezîrên kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sûnda yasayî li Parlamentoya Kurdistanê xwarin, piştî sûndxwarinê Nêçîrvan Barzanî karnamye hikûmeta xwe ragihand û got: ";Kabîneya heştem demeke dirêj dixwest bo beşdariya hemû aliyan."; +Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku: ";Di çar salên bê de em dê tekez li ser parastina mafên mirov, zarok û jinan bikin û kar bikin bo serweriya yasayê."; +Ji aliyek din ve Barzanî amaje kir ku dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bike bo bidestxistina ";Zelaliyê"; û nenavendiyê di sîstema hikumraniyê de. +Barzanî diyar kir jî ku dê kabînheya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike bo ";Peydakirina çavkaniyeke dahatê bo xelkê û hewla baştirkirina rewşa Pêşmerge jî bidin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê sibe civîneke taybet lidar bixe bo dîtina çareseriyekê bo arîşeya benzînê ku ev du rojin li Herêma Kurdistanê qewimiye. +Biryare sibe, 19.06.2014, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ligel her yek ji parêzgarê Hewlêrê, parêzgarê Silêmaniyê û parêzgarê Dihkoê bicive derbarê arîşeya kêmbûna benzînê de li Herêma Kurdistanê. +Îro, Çarşemê, piştî bidawîhatina mersaîma sûndxwarina wezîrên kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê kêbmûna benzînê de got: ";Berî niha qasek benzîn ji palawgeha Bîcî dihat Herêma Kurdistanê, lê niha ew qas hatiye birrîn."; +Herwiha Barzanî aşkere kir ku: ";Tevî wê yekê niha Herêma Kurdistanê qasek beznîn bo Kerkûk û Mûsilê dişîne, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku arîşw ji Kurdistanê re çêbibe."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) telefonên şofêrên kurd ên dîlgirtî ji wan sitandin, ku ew take rê bû bo peywendiya wan şofêran bi malbatên xwe re. +Serokê sendîkeya şofêran li navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexa Bakûrê Kurdistanê Hişyar Haşimoglu ji Tora Medyî ya Rûdawê re ragihand ku, rêxistina DAÎŞê telefona ku şofêrên kurd ên dîlgirtî li Mûsilê ji wan sitandin. +Haşimoglu diyar kir ku, hijmara şofêrên dîlgirtî di destê rêxistina DAÎŞê hê wek berê ye 32 kesin û ew şofêrê ku gotin reviye, ne di nav wan şofêrên dîlgirtî de bû. +Hişyar Haşimoglu ji Rûdawê re dest nîşan kir ku, piştî civîna encûmena wezîran ya ku roja 16ê vê mehê pêk hat, hikûmeta Tirkiyê doza berdana diplomatên konsulxaneya wan li Mûsilê û şofêran kir yek doz. +Wek tê zanîn roja 9ê hezîranê 32 şofêrên ku ji bajarê Îskenderonê mazot dibirin Mûsiê, ji aliyê rêxistina DAÎŞê hat dîlgirtin, û heta niha jî di dest wan de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê şanda Kantona Cezirê bo biserxistina destpêşxeriya TEV-DEMê, Mihemd Mûse ragihand ku heta niha rûniştinên wan bi aliyên opozîsyona Sûriyê re erênî ne. +Mihemed Mûse ku di heman demê de Sekreterê Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê ye, ku ligel PYD û çend aliyên din rêveberiyên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Heta niha rûniştinên me bi hemû aliyên opozîsyonê re erênî ne û nêzîk dê karnameya me bi dawî bê û emê vegerin welat."; +Hewiha Mûse da zanîn ku dema vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê ew dê: ";Konfransekî rojnamevanî li dar bixin û daxuyaniyekê belav bikin û têde hemû karên xwe li ber çavan deynin."; +Wî endamê şanda Kanotona Cezîre, ku niha li Tirkiyê ye got: ";Gelek aliyên Siyasî yên opozîsyonê me bi fermî dîtin wek , rêxistina Asûrî , Îxwan , hevrêz û rêxistinên ciwanan û kesayetiyên wek Mişêl Kîlo û gelek aliyên din."; +Li ser nêrîna aliyên Siyasî yên opozîsyona Sûriyê li ser destpêşxeriya TEV-DEM navborî wiha diyar kir: ";Di dema civînê de nêrîna hemû aliyên me bi wan re danustan kirin , erênî bûn , lê hê ji bo vê destpêşxeriyê wan aliyan çi bersivên fermî nedane me."; +Tê zanîn ji nîvê meha borî ve TEV-DEMê destpêşxeriyek pêşkêş kir ji bo yekxistina opozîsyona Sûriyê, û Kantona Cezîre şandek 5 kesî şande Tirkiyê ji bo encamdana hevdîtinan ligel aliyên opozîsyonê . + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 270 rojan, wezîrên kabînya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin, tevî ku ev hikûmet bi derengî hate pêkanîn, lê hin kes başiyê di vê derengiyê de dibînin. +Di kabînya heftem de, Tevgera Gorran û her du partiyên îslamî, oposîzyon bûn, lê ew di vê kabîneya nû de başdarin û hinek ji wan postên girîng jî wergirtin. Hin kes ditirsin ku nebûna opozîsyoneke akîtv bandoreke nerênî li ser karê hikûmetê bike. +Kabîneya heştem di demekê de hatiya damezirandin ku Iraq di krîzeke ewlekarê û siyasî de dijî û gelek pirsgerêkin ku di navbera Hewlêr û Bexdayê dehîn bê çareserî mane. +Ev cara yekê ye partiyên ku berê opozîsyon bûn, tevlî hikûmetê dibin û xelk bi hêvî ne bandora vê yekê ya erênî li ser jiyana wan a roijane û xizmetguzariyên hikûmetê heb. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Di çarçoveya Duyemîn Şahiyên Biharê yên zanîngeha Tûncelî ya Dêrsîmê de li Hola Beşa Zanistên Aborî ya heman zanîngehê bi zaravên zimanê kurdî kirmanckî/zazakî û kurmancî û bi zimanê tirkî helbest ji aliyê xwendekeran ve hatin xwendin. Xwendekaran di dawiya ahengê de helbesteke ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dike; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî xwendin. + +Duh li bajarê Dêrsîmê, Duyemîn Şahiyên Biharê yên Zanîngeha Tûnceliyê bi helbestan berdewam kir. Xwendekarên zanîngehê bi zaravên kurdî kirmanckî û kurmancî û bi tirkî xwendin. + +Ahenga ku bi helbestek kurmancî ya naveroka wê 'Evîn' bû destpêkir, bi helbestên tirkî yên Nazim Hîkmet berdewam kir û bi helbesta Lorîn Demîrel a ku li ser hîmê dualîzma Zerdeşt qala dîroka kurdî dikir gihişt asteke berz û kûrhêmayî. + +Pişt re helbestek ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dikir; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî hat xwendin. + +Roja ku bi çalakiya helbestan tije bû, şev bi konsertan berdewam dike. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Iraqê, telefona her yek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî kir. + +Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Biden roja çarşemê di rêya telefonê re ligel her yek ji Barzanî, Malikî û Nucêfî axifî. + +Biden ji her sê serkirdeyan xwest ku li dijî çekdarên DAÎŞê bibin yek û hikûmetekê ava bikin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden ji her sê serkirdeyên Iraqê xwestiye ku yekîtiya xwe niştimanî li hember êrîşên DAÎŞê biparêzin û derbarê pirsên ewlekariyê di paşerojê de hemahengiyê bikin. +Biden ji Malikî xwest ku divê siyaseteke giştî bi cî bike û daxwazên gelên Iraqê berçav werbigire. + +Her li gor daxuyaniya Koşka Spî, cîgirê serokê Amerîka ji serokwezîrê Iraqê re gotiye ku baştirîn rê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAÎŞê ewe ku gotûbêjê ligel eşîretên Iraqê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nêzîkî salekê di ser bûyerên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ku di encam de 6 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, derbas dibe, lê heta niha ew bûyer zelal nebûye, tevî ku ti lêkolîneke cidî jî derbarê vê yekê de nehatiye kirin. + +Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. + +Rêxistina Human Rights Watch di raporteke xwe ya taybet bi rewşa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê de ku roja pêncşemê 19/6/2014 derxistiye, dibêje ku wê lêkolîn li ser bûyerên li Amûde kiriye û tekîd dike ku ";YPGê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên dijberên PYDê bi kar aniye û 3 kes ji wan bi guleyan kuştine, herwiha di heman rojê de 3 kesên din ji aliyê asayişê ve hatin kuştin";. + +Derbarê vê yekê de, ti aliyekî siyasî yê Kurd red nake ku ew 6 kes bi guleyên YPGê hatine kuştin, lê belê PYD û rêxistinên ser bi wê ve van bûyeran wek ";pîlan û komployekê"; bi nav dikin. + +Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl dibêje ku ";tiştê li Amûdê bûye sudfe bû, lê ji aliyê hin aliyên kurdî ve ku acendeyên wan ên taybet hene, hatibû pilankirin";. Aldar Xelîl wan aliyan bi wê yekê tometbar dike ku ";hewl didan raya giştî li dijî YPGê derbixin";. + +Niha ku çend roj mane û wê salek di ser van bûyeran re derbas bibe, Encûmena Niştimanî ya Kurd û çend partiyên kurdî ku wan bûyeran wek ";komkujiyekê"; bi nav dikin, xwe amade dikin ku xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê birêvebibin. + +Aldar Xelîl ku wek kesatiya yekem di nav PYDê û rêxisitnên wê de li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, derbarê van xwepêşandanan hişyariyê dide û ji wan partî û aliyan dixwaze ku di salvegera bûyerên Amûdê de xwepêşandanan li dar nexin. Herwiha hinek aliyên siyasî, ku bi nav nekirine, bi wê yekê tometbar kirin ku ";dixwazin tevliheviyê derbixin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) dibêje ku li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, mafên mirovan tê binpêkirin. + +HRW raportek bi navê ";Di bin desthilatdariya Kurdî de: Binpêkirinên li navçeyên di bin kontrola PYDê de"; ku ji 107 rûpelan pêk tê belav kir û bi awayekî berfereh li ser bûyerên girtina dijberên siyaseta PYDê, revandina xelkê, kuştinên ku kujerên wan nediyar û dadgehkirinan disekine, herwiha behsa çekdarkirina zarokan ji aliyê YPGê ve dike. + +Di raportê de hatiye gotin ku ";endamên çend partiyên opozîsyona kurdî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, ji aliyê asayişa ku ji aliyê PYDê ve tê birêvebirin hatine girtin, di hinek haletan de dijberên PYDê li pêşiya dadgehên ne dadprwer hatine îdanekirin";. PYDê jî dibêje ew kes ji ber sedemên cînayî hatine girtin, lê HRW ji bo yekalîkirina vê pirsê pêşniyar dike ku komîteyeke serbixwe bê avakirin. + +HRW li ser haletên kuştin û wendarkirina dijberên PYDê jî nivîsandiye û besha kuştina Ehmed Ferman Bonceq li Qamişlo û revandina Behzad Dursin li Dêrikê û Emîr Hamid li Dirbêsiyê dike. Di raportê de PYDê gotiye ti têkiliya wê bi van bûyeran re tine ye, lê HRW dibêje ku ";PYDê nikariye lêkolîneke cidî li ser van bûyeran bike";. + +Rêxistina navdewletî behsa wan 15 sivîlên dike ku di 29ê gulanê de li gundê Tilîliyê li rojavayê Serêkaniyê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin îdamkirin. Herwiha bal dikişîne ser revandina sivîlên Kurd li parêzgeha Helebê û îdamkirina çend sivîlên Kurd bi gumana ku endamên YPGê ne. + +Li ser îşkencekirina girtiyan jî, raportê behsa bûyera mirina Henan Hemdoş dike yê ku roja 4ê gulanê li zindana asayişê li Efrînê jiyana xwe ji dest da û asayiş gotibû ku ";wî serê xwe li dîwar xisitiye û xwe kuştiye";, lê HRW li ser zarê kesekî ku cenazeyê Henan dîtiye nivîsandiye ku ";birînên li ser laşê Henan nîşan didin ku ew rastî lêdan û îşkenceyê hatiye";. + +HRW herwiha behsa bûyera kuştina Reşwan Etaş dike ku roja 18ê sibatê di zindana asayişê de li Serêkaniyê hat kuştin. Fermandarê asayişê Ciwan Îbrahîm li ser bûyerê dibêje ku ";endamê asayişê yê ku Reşwan kuştiye bi cezayê girtina hetahetayî hat darizandin";, lê navê wî aşkere nekir. + +Derbarê çekdarkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ku berî niha Neteweyên Yekbûyî jî behsê kiribû, HRW diyar dike ku ";tevî sozên asayiş û YPGê, lê hîn ew du hêzên girêdayî PYDê zarokan tevlî rêzên xwe dikin";. YPGê di 5ê vê meha hezîranê de soz da ku di nava mehekê de hemû çekdarên xwe yên di bin 18 salan de derbike. + +Tevî binpêkirina ku di nav zindnan de tên kirin, lê HRW dibêje ku her du zindanên Qamişlo û Dêrikê li gor pîvanên navdewletî ne. + +HRW di raporta xwe de dibêje ku divê PYDê rêz li yasaya navdewletî ya mafên mirovan bigre û îşkencekirin, girtin û çekdarkirina zarokan rawestîne. + +Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka ya HRW Nedîm Horî derbarê raportê de dibêje ku ";serkirdatiya kurdî li bakurê Sûriyê dikare tiştekî zêdetir bike ji bo ku mafên hemû kesên li navçeyên di bin kontrola xwe de biparêze";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyê roja 18ê hezîranê derbarê du dozên herî navdar de biryara dadgeriyê derket, yek jê doza derbeya leşkerî ya Îlona 1980 ku 10emenîn dadgeha cezaya giran a Enqerê biryara hetatayî ji serkêşên wê derbeyê Kenan Evren û Tehsîn Şahînkaya re xwestibû, herwiha biryara dadgeha bilind a destûra bingehîn a Tirkiyê derbarê doza Balyozê de bû. + +Dadgeha bilind a destûra bingehîn li Tirkiyê li ser serlêdana parêzerên 230 girtiyên doza Balyozê ku orgeneral Çetîn Dogan û parlamenterê MHPê Engîn Alan di nav de bû, birayara jinûve dadgehkirinê dabû û ew hemû doz jî weke yek dozî darezandibû û di birayara xwe de anî bû ziman ku mafên wan girtiyan hatibû binpêkirin. + +Dadgeha destûra bilind bi serokatiya Haşim Kiliç biryara xwe derbarê doza Balyozê bi kombûna 17 dengên dadweran dabû û li gor gelek hiqûqnasan wê êdî piraniya girtiyên wê dozê ji girtîgehan derkevin. Li gor ku dadgeh di biryara xwe de gotibû ew delîlên dijîtal û belgeyên hatibûn girtin dibe ku sextebin, îhtîmaleke mezine ku gelek girtiyên wê dozê azad bibin û yên din jî wê bi awayekî serbest bên dadgehkirin. + +Doza Balyozê li ser lêpirsîna serdozgeriya bajarê Stenbolê di 19ê hezîrana 2010an de ji aliyê dehemîn dadgeha giran a Stenbolê ve hat destpêkirin ku tê de dihat îdîakirin ku hin generalên artêşa Tirkiyê tev hin endamên hikûmetê xwestin li adara 2003an de hikûmeta serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi derbeyeke nîv leşkerî û sivîl bixînin. + +Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag biryara dadgeha destûra bingehîn a Tirkiyê derbarê doza Balyozê de nirixand û got ku ";ev biryareke xêrdare, ev biryar wê ji bo gelek dozên ku mafê girtiyan tê de hatiye binpêkirin re bibe sîwan û wê gelek doz jî di ronahiya vê biryarê de ji nûve bên darezandin";. + +Hiqûqnasên kurd dibêjin ku biryara dadgeha destûra bilind derbarê her dozekî de hemû dadgehên Tirkiyê girêdide û çawa biryara wê dadgehê parlamenterê CHPê Mistafa Balbay di 9ê kanûna 2013an de serbestkir û rê ji berdana her pênc parlamenterên BDPê vekir, wê ev biryara derbarê doza Balyozê de jî rê jinûve darezandina girtiyên doza KCKê vebike û bibe sedema berdana gelek girtiyên Kurd ku hejmara wan bi hezarane di zindanên Tirkiyê de. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê deriyê nazmediyê li ber wan kesan vekir ku dixwazin xwe ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê namzed bikin. + +Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya encûmena yasadanînê, di civîna îro li bajarê Amûdê de, encûmenê biryar da ku deriyê nazmediya ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê îro bê vekirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên bixwazin xwe namzed bikin dikarin daxwaza xwe pêşkêşî ";dadgeha destûrî ya bilind a kantona Cizîrê"; li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo bikin. + +Li gor biryara wê encûmena ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye avakirin, deriyê nazmediya ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê wê heta 10 rojên din vekirî be. + +Encûmenê çend merc ji box namzediyê destnîşan kirin ku ";divê temenê wî kesî zêdetirî 35 salan be, hemwelatiyên Sûriyê bû û ji xelkê kantonê ve û ne mehkum be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şaredariya bajarê Mersînê Burhanedîn Kocamaz ku endamê Partiya Nijadperest (MHP) ye biryar da ku her salonekî yan xwaringeheke ku tê de staranên kurdî bên gotin an mûzîkê kurdî bê vêxistin, wê bê girtin. + +Namzedê BDPê yê hilbijartina şaredariya 30 adarê û rêveberê odeya pêşesaziya Mersînê Bedridîn Gundeş ji medyayê re ragihand ku di destpêkê de wan ev nûçe bawer nekirin lê piştî wan lêkolîn kirin derket ev biryar raste. + +Gundeş diyar kir ku bi rastî serokê şaredariyê stran û mûzîka kurdî li hemû salonên şahiyan, xwaringeh û deverên gelemperî qedexe kiriye. Gundeş got ";Ev tişt wê bibe sedema karvedanên curbicur û pir tund ji aliyê gelê Kurd li Mersînê";. + +Nêzîkî nîv milyon kurdên Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrsînê dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kudistanê bersiva Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê da û ragihand, mixabin haya alîkarê wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan ji çawaniya vexwendina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Îranê tine. +Emîr Ebdullahiyan, di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, ra ragihandibû ku Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber wê bo Îranê hatibû vexwendin da ku li ser hinek çalakiyên hinek komên terorîst li Herêma Kurdistanê daxuyanî bide Tehranê. +Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de li ser serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Barzanî ya Îranê ragihand, em wek fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihînin ku mixabin birêz alîkarê wezîrê derve yê komara îslamî ya Îranê, Emîr Ebdullahiyan ji şêweya vexwendina şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Îranê bêxeber bûye. +Di daxuyaniyê de fermangeha pêwendiyên derve behsa rewşa Herêma Kurdistanê dike û dibêje, rewşa Herêma Kurdistanê aram e û pêwîstî nake ku rayedarên Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyekê li ser vê mijarê bidin rayedarên îranî. +Di daxuyaniyê de li ser helwesta Herêma Kurdistanê li hember rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê jî wiha hatiye gotin: ";Li ser tevgerên rêxistina terorîstî ya DAIŞê jî helwesta hikûmeta herêmê eşkere ye û em wê rêxistinê wek rêxistinek terorîstî dibînin."; +Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, rojeva serdan û hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên îranî re rewş û kirîza siyasî ya Iraqê her wiha çawaniya parastina ewlehiya deverê û bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihandina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir. +Duh, 18.06.2014, serokwezîr, cîgirê wî û her 22 wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin. +Îro, 19.06.2014, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî peyamek arasteyî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û tê de hatiye: ";Pîrozbahî li we û hemû endamên kabîneya nû ya hikûmetê dikim bo bidestxistina baweriya endamên Parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina karê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê."; +Herwiha Barzanî di peyama xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, hêvî ji hikûmeta nû xwest ku ";Di vî erkê girîng de serkeftî bin û karînên xwe bixin xizmeta gel û welat de."; +Barzanî ji endamên kabîneya nû ya hikûmetê re amaje kir ku ";Niha welatê me di qonaxek nû de derbas dibe û erkê we jî girantir dibe"; herwiha daxwaz ji hemû aliyekî kir ku hevkar bin û di astê derbaskirina wî erkê neteweyî û nitşimanî yê mezin de bin ";Ku qonax ji me dixwaze."; +Ji aliyek din ve, Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: ";Pêwîsete bi yek tîm û canê hestkirin bi berpirsiyariyê beramber gel û nitşimanê me kar bikin."; +Barzanî balkişand jî ku di demekê de ku ev kabîne dê dirêjiyê bi karên kabîneya borî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bide pêwsîte ";Bi bernameyeke hevbeş gavan biavêjin bo bêtir pêşxistina welatê me û peydakirina jiyanek aram û serberz bo hemwelatiyan."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rêvebirya xweseriya demokratîk ji bo pêkanîna hevdîtinekê red kir. +Piştî ku ENKS daxwaza hevdîtinê ya rêvebirya xweserî ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatibû ragihandin, red kir, Meclîsa yasayî ya kantona Cezîrê daxuyaniyek belav kir. +Meclîsa Kantona Cizîrê dibêje, ji ber ku em dixwazin hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi taybet di mijara Amûdê de, ku pîlanek bû ji aliyên derve ve, û bi destên hinek kesan li hindir hat bicîkirin, û amadekariyên ku ENKS dike ji bo wê bûyerê istixlal bike, me xwest em hevdîtinekê bi Encumena Niştimanî re pêk bînin. +Meclîsa Kantona Cizîrê, di daxuyaniya xwe de hişyarî da Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji encamên derxistina xwepêşandanekê di roja salvegera Bûyera Amûdê de, û gotî çi encamên ji xwepêşandanê derkevin holê, tenê Encûmena Niştimanî Kurdî di ber de berpirsiyar e. + +Til Elo (Rûdaw)- piştî zêdeyî 9 salan, şêxê hoza Şemer li Rojavayê Kurdistanê, Himêdî Deham derket ser medyayê û red kir ku ew ji Rojavayê Kurdistanê derketibe, herwiha avakirina Hêza Rometê jî ragihand. +Li gor şêx Himêdî Deham ragihandiye, erkê wê hêzê parastina Hoza Şemer ye. +Di kongreyekî rojnamevanî de, Deham behsa têkiliyên xwe bi Kurdistanê re kir û got: ";Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re xurtirin ji têkiliyên me bi hikûmeta Malikî re, mameleya me ne li gel Malikî wek kesayetî ye lê em ligel posta wî têkiliyê pêr dikin, lê têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re xurtirin."; +Derbarê hejmara çekdarên Hêza Rometê de, Deham aşkere kir ku niha qasê wê hêzê 3 hezar leşkerin û ";Eger pêwîst kir dê ew hejmar bibe 30 hezar kes."; +Li ser têkiliyên siyasî jî, Şêxê Şemer diyar kir ku ti têkiliyên wan bi opozîsyona Sûriyê nînin. +Hoza Şemer yek ji mezintirîn hozên Erab ji Erbistana Siûdiyê dest pê dike û di Eraqê de derbas dibe, hijmara mezin li wêderêye ta ku dighê suriyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza hevdîtinê ya rêvebirya xweseriya demokratîk red kir û serkirdeyekî ENKS dibêje ku hê wan itîraf bi van rêveberiyan nekiriye dê çawa bi wan re hevdîtinê pêk bînin. +Serokê Şaxê ENKS li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Şiwêş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Hê ENKS ti biryar nedaye ku itîrafê bi Kantona Cezîrê yan rêvebriyên xweseriya demokratîk bike, em dê çawa ligel wan hevdîtinekê pêk bînin."; +Encûmena Kantona Cezîrê, ku di 21 Çileya sala 2014an de ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye ava kirin, di daxuyaniyekê de dibêje ";Ji ber ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi taybet di mijara Amûdê de, ku pilanek bû ji aliyên derve ve, û bi destên hinek kesan li hindir hat bicîkirin, û amadekariyên ku ENKS dike ji bo wê bûyerê ji xwe bikar bîne, me xwest em hevdîtinekê bi Encumena Niştimanî re pêk bînin."; +Şiwêş mixabiniya xwe anî ziman ji vê daxuyaniya Encûmena Kantona Cezîrê ku dibêje bûyerên Amûdê bi pilaneke derve bû û ragihand:";Amûdê cihê Kurdatiyê ye, koka Kurdatiyê ye û ev daxuyanî cihê mixabiniyê ye."; +Derbarê amadekariyên ENKS bo yekemîn salvegera bûyerên Amûdê de, Mihemed Derwîş wiha ragihand: ";Me birayr daye ku şeva 26ê mehê mûm an li ser cade û malên Amûdê vêxin, piştre em dê serdana malbatên şehîdan bikin û roja 27ê mehê emê merasîmekê li ser goristana şehîdên wê bûyerê lidar bixin."; +Di vê barê de Encûmena Kantona Cizîrê, di daxuyaniya xwe de hişyariyê dide ENKS ji encamên derxistina xwepêşandanekê di roja salvegera Bûyera Amûdê de. +Li ser pirsa wergirtina moletê bo encamdana xwepêşandan û mersaîman ji aliyê mENKS ve, ku asayişa PYD nahêle aliyên Kurd bêy wergirtina moletê ji wan merasîmên giştî bikin, Serokê Şaxa ENKD li Amûdê wiha got: ";Çawa emê moletê ji kantonê werbigirin bo encamdana xwepêşandekê û em itîrfaê bi wê kantonê nakin."; +Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. + +Mûsil (Rûdaw) – Li bajarê Mûsilê, komek çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê êrişî tîmeke hêzên Pêşmerge kirin ku di encamê de efserekî pêşmerge jiyana xwe ji dest da. + +Fermandeyê hêza 3 li tabûra 12 a hêzên Pêşmerge, Ebdulselam Sûrçî ji Rûdawê re got, em îşev mijûlî çêkirina çeperên xwe bûn li taxa Tehrîrê ya Mûsilê, komek çekdarên DAIŞê êrişî me kirin û me jî bersiva da. + +Ebdulselam, da zanîn, di wî şerî de efserekî pêşmerge jiyana xwe ji dest da lê ti kesekî din zirar nedît. + +Li ser kuştî û birîndarên DAIŞê jî wî rayedarê pêşmerge got, em nizanin ka çiqas zirar li wan ketiye ji ber ku heta niha jî şer didome. +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, kirîza niha ya Iraqê tenê bi şêwaza leşkerî nayê çareserkirin. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro danê êvarê, li devera Selahedîn a Hewlêrê bi Serokê Hevpeymaniya Muttehîdûn a Iraqê Osame Nucêfî re rûnişt. + +Li gorî nûçeyê, di civînê de Barzanî û Nucêfî li ser rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha kirîza niha ya Iraqê gotûbêj kirin. + +Hat zanîn ku Barzanî û Nucêfî li ser wê yekê hevnêrîn bûne ku divê hemû pirsgirêkên Iraqê bi şêwazê siyasî bên çareserkirin û hemû hêz û aliyek ji bo nehîştina terorê hevkar bin. + +Serokê Herêma Kurdistanê têkez kiriye ku divê daxwaziyên rewa yên xelkê sunnî bi çalakiyên terorîstî re ji hev bên cihêkirin û wiha gotiye: ";Herêma Kurdistanê amade ye bi birayên şîe û sunnî re li dijî terorîstan şer bike lê ti carî nakeve nav şerê mezhebî."; + +Mesûd Barzanî her wiha destnîşan kiriye ku kirîza Iraqê tenê bi rêbazên leşkerî çareser nabe ji ber wê jî divê sedemên derketina kirîzê bên rakirin û proseya siyasî ya Iraqê were sererastkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê hevserokê Partiya Deomkratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder ragihand ku eger karên pêşveçûna proseya aşitiyê bi vî awayê niha bidom ";Dê sala bê Ocalan li Amedê be û silavê li we bike."; +Sirri Sureya Onder di hevdîtinekê de ligele hejmarek ji xlekê li bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê got: ";Ev cara dawî ey ez silavên Ocalan dighînim we, li pêş hemûyan jî jin û xort ku dest dan hewlên serxistinê, prose digihe aşitiyê."; +Alîkarê hevserokê HDP got jî ku Ocalan azadiyê ji bo xwe naxwaze û amaje bi gotineke Ocalan da ku di serdana dawî de ji şanda HDP re gotibû:"; Yan em hemû bihev re azad dibin yan bihev re dîlin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Pizîşkên welatê Polonya û pizîşkên Kurd ên li Ewropayê dimînin serdana Herêma Kurdistanê dikin û alîkariya pêzîşkî pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin. +Biryara di meha bê de hejmarek ji pizîşkên Kurd ên li Ewropa dimînin bi hevkariya rêxitsinba KOMSA û hejmarek pizîşkên Polonya serdana Herêma Kurdistanê bikin, bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyên pizîşkî û çareseriya nexweşiyan li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê. +Herwiha ev kampaniya han dê bi hemahengî ligel Nûeratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya be. +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya, Ziyad Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ev tîma pizîşkî baştirîn xizmetguzarî pêşkêş dike û dê dermanên gelek baş ligel xwe bînin bo xizmetkirina bariyên me yên Rojavayê Kurdistanê."; +Li gor amarên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha nêzîk 250 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê navên xwe li cem nivîsgeha Komisyona Bilind a Panaberan (UNHCR) tomar kirine, ku piraniya wan li kampên li derdora Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dimînin, herwiha hejmarek ji wan jî li bajarên Herêma Kurdistanê dişînin. + +Bexda (Rûdaw)- 232 xwendekarên Kurd ên li bajarê Bexdayê bi riya balafirekê vegeriyan Herêma Kurdistanê. +Nivîsgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexadyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 232 xwendekarên Kurd ên ku li Bexdayê dixwendin bi riya balkafireke taybet gihan balafirxaneya Silêmaniyên. +Nivîsgehê diyar kir jî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî xerciya hatina wan xwendekarên Kurd da. +Nivîsgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexadyê aşkere jî kir ku ew xwendekarên ku mayîne dê roja Yekşema bê bo Kurdistanê werin veguhestin. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyek ku bi cezayê mirinê hatibû mehkûmkirin piştî ku kirîza dil derbas kir û can da, hat bidarvekirin. + +Li gorî agahiyên çalakvanên mafên mirov li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, çend roj berê 12 girtiyên zîndana bajarê Ormiyê bo hucreyên takekesî hatibûn veguhestin ku 10 ji wan hatibûn bidarvekirin. + +Li gorî agahiyan, duh jî girtiyê bi navê Neqd Elî Recayî hat îdamkirin. + +Lê hat zanîn ku ew girtî beriya ku here ser darê kirîza dil (dilkutk) derbas kiriye û can daye lê dîsa hatiye bidarvekirin. + +Ew girtiyên ku di nav çend rojên borî de li girtîgeha navendî ya Ormiyê hatibûn bidarvekirin, bi tohmeta bazirganîkirina bi madeyên hişber hatibûn girtin û darizandin. + +Lê aliyên opozîsyon ên Îranê dibêjin, gellek caran komara îslamî ya Îranê girtiyên siyasî jî di bin navê madeyên hişber li darê dixe. + +Îran, di warê bidarvekirina mirovan de di cîhanê de welatê duyemîn e, Çîn di rêza yekem a cîhanê de tê. + +Kobanî (Rûdaw) – Ji tirsa revandin û girtina xwendekaran ji aliyê çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê ve, xwendekarên kurd ên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Helebê ezmûnên xwe xilas kirine bi ser Tiriyê re derbasî Kobanî dibin. +Heyva Sor ya Sûrî hewl dide ku xwendekarên bekaloriya yên ji herêma Kobanîku ezmûnên xwe li bajarê Helebê bidawî kiribûn, di rêya Tirkiyê re derbasî herêma Kobanî bike. +Li gorî ku berpirsê navenda Heyva Sor li herêma Kobanî, Mehmûd Şamliyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku bi erêkirina hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên artêşa azad, Heyva Sor ya Sûrî duh (19ê Hezîranê) derdora 180 xwendekarên Kobanî yên qonaxa bekaloriyayê bi silametî ji bajarê Helebê gihandine deriyê Kilisê yê sînorî li herêma Ezazê, û ji duh de ew xwendekar di navbera welatên Sûriyê û Tirkiyê de li benda erêkirina hikûmeta Tirkiyê ne, da derbasî Kobanî bibin. +Berpirsê Heyva Sor li herêma Kobanî her wiha ji Rûdawê re got, ku ji aliyê welatê Tirkiyê ve, waliyê sînor yê parêzgeha Dîlokê û Heyva Sor ya Tirkî jî alîkariya wan dikin, da ku ew bikaribin xwendekarên Kobanî derbasî welatê Tirkiyê bikin, û di pişt re di deriyê Kobanî yê sînorî re, xwendekaran ji Tirkiyê derbasî herêma Kobanî bikin. +Piştî ku derdora zêdetirî 100 xwendekarên pola 9an yên ji herêma Kobanî ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ve li ser riya Helebê û li nêzîkî bajarê Munbicê, di roja 29 Gulana borî de hatibûn girtin, ku ta vê demê jî ew girtî ne, û ji ber metirsiya ji girtina xwendekarên bekaloriya jî, Heyva Sor ya Sûrî xwendekarên Kobanî bi ser Tirkiyê re derbas dike. + + + +Kerkûk (Rûdaw) – Hat zanîn, li başûrê Kerkûkê û li devera Nadirawa şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de qewimiye û heta niha jî didome. +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwer Hacî Osman ji Rûdawê re got, ew niha li devera Nadirawa ya parêzgeha Kerkûkê bi çekdarên rêxistina DAIŞê re di şer de ne. +Enwer Hacî Osman, da zanîn ku îro danê sibê çekdarên DAIŞê li ser nanxwarinê êrişî hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn lewma wan jî wek tolvekirina wan pêşmergeyan bersiva wê êrişa DAIŞê didin. +Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn, ku bixwe li eniya şer e ragihand, ew şer bi fermandehiya Enwer Hacî Osman tê kirin. +Devera Nadirawa 70 km dûrî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye. +Heta niha nayê zanîn ka kuştî û birîndarên DAIŞê çiqas in… + + +Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî êrişên vê dawiyê yên çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê li dijî parêzgeha Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê, hejmara penaberan li Herêma Kurdistanê derket milyonekî. + +Hejmara nifûsa Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar e û tê destnîşankirin ku li herêmên ku penaber lê hene, ji6 kesan yek penaber e. Penaber bi gelemperî xwe dispêrin bajarênHewlêr, Silêmanî û Dihokê. + +Rêveberê Koç û Penaberanyê Herêma Kurdistanê Şukrî Barzanî ji AAyê re got: "Beriya êrişên DAIŞê yên li ser Mûsilê li gor tesbitên me li Kurdistanê ji Sûriyê 226 hezar, ji Îranê 30 hezar, ji Tirkiyê jî 12 hezar kes hebûn. Bi kesên ku ji herêmên sunnî yên Iraqê hatin ev hejmar bû 755 hezar. Piştî bûyerên li Mûsilê 300 hezar kes hatin û ev hejmar zêde bû û jimilyonekîderbas bû." + +Piştî koçkirinên ji Iraqê hejmara penaberên ku xwe dispêrin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê balê dikşîne. + +Hin penaber xwe davêjin otêlên nebaş û diodeyên 11 metreyî de 20 kes dimînin. Di dema revê de penaber di bin qileqijê de dimeşin û xwe dispêrin bajarên Kurdistanê. + +Huseyîn Silêman ê ku 4 zarokên wî hene û piştî ku DAIŞê Mûsildagir kir ji gundê Mahlabê yê turkmenan reviya û xwe sipart Hewlêrê. Silêman got: "Em di odeyeke otêlê de 15 kes dimînin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de şer biqede." + +Silêman destnîşan kir ku di dema revê de zarokên wî nexweş ketine û wiha axivî: "Keça min a piçûk ji ber qileqijê neştergerî jê re hat kirin û tim vedireşe. Serom danê û bijîşk dibêjin gerek li cihê hênik bimîne. Em şîvar û şerpeze ne. Em di şert û mercên dijwan de dijîn. Em ji siyaseta mezhebperest a hikûmeta Bexdayê aciz in. Em dixwazin wek kurdan bibin xwediyê rêvebireyeke federatîf." + +Berdevkê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) Adrîan Edwards di civîna çapemeniyê ya Cenewreyê ya NYê de destnîşan kiribû ku li Iraqê di serê salê de 500 hezar kesî ji Enbarê, 500 hezar kesî jî piştî ku milîtanên DAIŞê Mûsil bi dest xistin, koç kirin. + +BerdevkaOfîsa Cenewreyê ya NYê Corînne Momal-Vanîanê jî gotibû ku ji meşandina karên ewlehiyê hin personelên NYê cî guherandine û qismek personel jî li Hewlêrê rewşê rojane dişopînin. + +Berdevka Bernameya Xurekê ya Dinyayê(WFP) Elîsabeth Byrsê jî ragihandibû ku ofîsa xwe ya li Hewlêrê berfireh kirine. Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Fadela Chaîbê jî destnîşan kiribû ku li Kurdistanê ji ber ku hikûmeta navnedî alîkariya derman û aşiyan birîbû, piştgirî xwestine û di vê çarçoveyê de ji bo hin navnedên tendurietiyê yên li Dihok û Hewlêrê alîkariya melzemeyên tenduristiyê dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Iraqê û berdevkê berê yê Hevpeymaniya Kurdistanî, Mueyed Teyîb ji Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê xwest, dest bi avakirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin. +Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb, ji Rûdawê re got, li gorî min girîngtirîn erka parlamento û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistatnê pêkanîna komîsyoneke hilbijartinan e li Herêma Kurdistanê, çimkî ev komîsyon gellekî girîng û pêwîst e. + +Mueyed Teyîb, diyar kir, ji ber ku niha hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê yekdeng in, jixwe ev yekdengî beriya niha tinebû. +Wî siyasetmedarê kurd her wiha ragihand, li gorî destûra Iraqê Herêma Kurdistanê dikare komîsyoneke hilbijartinan ava bike çimkî hikûmet û parlamentoya wê jî heye. +Herêma Kurdistanê heta niha jî bi Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kar dike. + +VT-19062014-Doza 12 Ilon-Ankara-BOX +Li tirkiyê yekemîn car, derbeyek leşkerî ji aliyê dadgehê ve hate mehkum kirin, serokomarê heftemîn yê tirkiyê Kenan evren û efserê leşkerî yê wê serdemê Elî Tehsîn Şahîhkaya ji ber derbayê rastî cezayê hetahetayî hatin. Hiqûqnas dibêjin her du berpirsên darbeyê, ji ber suçên ku li dijî dewletê hatine kirin ceza girtin, ji bo çareser kirina mexduriyetan divê hikumet jî tiştekî bike. +VT- Di encama danişîna doza zerbeya leşkerî ya 12ê îlonê, ji aliyê dadgeha dehemîn ya cezayê giran li Enqere, jibo serokomarê tirkiyê yê berê Kenan Ewren û efserê payebilind yê wê demê Elî Tehsîn Şahînkaya cezayê zindanê yê ebedî hatibû dan. Di biryarê de, dadwer bi hegere " li dijî peywirdarên dewletê pêk înana sûçê " di derbarê her du tohbetbaran de cezayê mûebet tekît kir.parêz û hiquqnas biryara dadgehê girîng dibînin lê bawerî ew e ku ev biryare mexduriyetên malbata çareser nake. ¤WA0 4824 +SB- Tahir Elçî - Parêzer¤WA1 4800 +Biryareke muhîm û dîrokî ye . cara yekemîne di dîroka tirkiyê de faîl û berpirsên darbeyê hatin darizandin û hatin ceza kirin, yanî belê du kes tenê hatin ceza kirin, bes yanî ji aliyê sembolîk ve ev gavek muhîm bû. Rast e ne bes e. girînge berpirsên yanî şirîkên wan yên wan suçên giran hemû bên darizandin, hemû bên mehkum kirin, hemû bên ceza kirin +VT- Hemû alî li ser wê yekê yek dengin ku Kenan ewren û elî tahsîn şahînkaya nakevin girtîgehê , Şarezayên vê mijarê ji hikumetê daxwaz dikin ku li parlementoyê ji bo çareseriya mexduriyetan yasayek bê derxistin û doza 12ê îlonê tenê bi biryara dadwer nehê girtin.¤WA2 4840 4808 +SB- Yusuf Alataş - Hiquqnas +Biryar her çend erênî be jî ji bo malbatan divê tiştek bê kirin. ji xwe ew kes nahên girtin wê demê çi wateya wê biryarê nîne. Divê hikumet jî gorî vê biryarê gavên bi avêj. Niha ew kesên ku wê demê destura bingehîn çêkirine tên ceza kirin, lê bi vê desturê jî kar dikin ev çewtiyeke gellek mezin e. +VT- Malbatên mexduran her çend bi vê biryarê keyfxweş bûn lê dibêjin adelet ne tiştekî wisa ye ku li ser kaxezan pêjk were + + + + +Kobanî (Rûdaw) - Piştî vekşandina hêzên artêşa azad a Sûriyê ji derdora bajarokê Şiyûx, ev 2 roj e ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bi hawnanan gundên Boraz û Degirman li ber çemê Ferat li rojavayê herêma Kobanî bombebaran dike. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, duh li gundên ber çemê Ferat, 2 welatiyên kurd ji gundê Boraz û 2 şervanên YPGê di encama topên hawanê yên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, û 3 welatî jî birîndar bibûn. + +Ji hefteya borî ve, hêzên artêşa azad êrîşî çekdarên DAIŞê li bajarokê Şiyûxê Jêrîn li rojavayê herêma Kobanî kiribûn, û di destpêka şer de hinekî DAIŞ bi paş ve vekşiyabû, lê piştî rojekê dîsa DAIŞê êrîş kiribû û hêzên artêşa azad neçar man ji şerê li bajarokê Şiyûx vekişin, û ev bû 2 rojin ku tenê YPGê şer li dijî DAIŞê li wan gundan berdewam dike. + +Jibilî qurbanî û birîndaran, welatiyên gundên ber çemê Ferat ji gundên xwe bi aliyê bajarê Kobanî ve koçber dibin, û ziyanên madî digihin çandinî û berjewendiyên wan. + +Kerkûk (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Enwer Hacî Osman ragihand, di şerê îro yê Kerkûkê de tenê hinek pêşmerge birîndar bûne û ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman, ku niha li başûrê Kerkûkê û fermandehiya hêzeke Pêşmerge dike ji Rûdawê re ragihand, di êrişa îro danê sibê ya çekdarên rêxistina DAIŞê de li dijî hêzên Pêşmerge tenê 4 pêşmerge birîndar bûn û ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. + +Enwer Hacî Osman, her wiha anî ziman ku ji ber wê jî wan bersiva wê êrişê dan. + +Beriya niha peyamnêrê Rûdawê ji zarê Enwer Hacî Osman ragihandibû ku di êrişa îro danê sibê ya DAIŞê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne. + + +Dêrsim (Rûdaw) – Li derdora bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK û rêxistina çepgir a bi navê TÎKKOyê de şer derket. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên artêşa Tirkiyê duh bi şev li çiyayên derdora navçeyên Hozat û Ovacikê yên Dêrsimê li dijî gerîlayên PKKê û çekdarên rêxistina çep a TÎKKOyê dest bi operasyonê kirin. + +Ji ber vê yekê, di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKK û TÎKKOyê de şer û pevçûn derket. + +Piştî derketina şer helîkopterên şer ên artêşa Tirkiyê rê û cihên ku gerîlayên PKK û TÎKKO tê re derbas dibûn dan ber bombeyan. + +Lê hat gotin di şerê han de ti kuştî û birîndarek ji her du aliyan çênebûye. + +Ligel berdewambûna agirbesta navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, di heyama 1-2 mehên borî de çend caran şer û pevçûnên biçûk di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKKê de çêbûye lê heta niha ti kes di van şeran de jiyana xwe ji dest nedaye. + + +Kobanî (Rûdaw)- Xwendekarên Kurd ên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Helebê ezmûnên xwe xilas kiribûn û ji tirsa çekdarên DAÎŞê derbasî Tirkiyê bûbûn, duh êvarê ji Tirkiyê derbasî Kobanî bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh êvarê xwendekarên bekaloriya yên Kobanî bi alîkariya Heyva Sor a Sûriyê û Tirkiyê ji bajarê Helebê di rêya Tirkiyê re derbasî herêma Kobanî bûbûn û gihiştin malên xwe. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku 152 xwendekar û 24 kes ji xwediyên wan, ango 176 kes ji bajarê Helebê di rêya deriyê Kilis ê sînorî re ji herêma Ezazê derbasî Tirkiyê bibûn û duh derdora saet 9:30 êvarê di deriyê sînorî re derbasî herêma Kobanî bûn. + +Ji tirsa girtina xwendekaran li ser rêya di navbera Heleb û Kobanî de ji aliyê DAÎŞê ve, Heyva Sor a Sûriyê ew xwendekar derbasî Tirkiyê kiribû û piştî 2 rojan bi rê de, xwendekarên bekaloriya bi selametî gihiştin xwediyên xwe li herêma Kobanî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Jineke ducanî ku xwendekara peymangeha hunerên ciwan bû di mala xwe de xeniqî hate dîtin. Rêveberiya nehiştina tundiya dijî jinan li Hewlêrê dibêje ";Derketiye ku wê xwe xeniqandiye"; lê xizmên wê dibêjin ";Gumana me heye ku hatibe xeniqandin, ji ber ew li dijî xwekuştinê bû, digot ez dê herim kolêcê, nabe wiha dawî li jiyana xwe û zaroka xwe bîne";. + +Roja 28.05.2014 li taxa Fermanberan a Hewlêrê jinek bi navê Perîşa Faruq Îsmaîl (20) daliqandî hate dîtin. Xizmên wê jinê bi guman in, lewra polîs kesek girtiye bi navê H.S. ku mêrê wê jinê ye. + +Perîşa xwendekara qonaxa dawî ya peymangeha hunerên ciwan a Hewlêrê bû li beşa şêwekariyê û berî 8 mehan mêr kiribû. Dema xwe kuştiye ducanî bû û zikê wê 5 mehî bû. + +Yek ji kesên nêzîkî Perîşa ku nexwest navê wê bê belavkirin, ji Rûdawê re got ";Perîşa bi xortekî re zewicî ku hevalê wê yê xwendinê bû, di eynî katê de polîs bû. Perîşa razî bû pê re bizewice, lê xizmên wê bi hêsanî razî nedibûn. Wî xortî gellek kes şandin daxwaza wê heta dê û bavê Perîşayê razî kirin";. + +Li gor gotina wê kesê, yekem kêşeya diyar a di navbera wê jinê û mêrê wê de, di dema ahenga derçûna peymangeha wan de bû: ";Biraderekî Perîşa nameyeke mobaylê jê re şand, di dema wênegirtinê de jê re gotibû: Tu li ku yî? Mêrê wê gava ev dît, li pêş çavê hemû xwendekaran mobayl ji Perîşa stand. Ew bûyer berî xeniqandina Perîşa bi mehekê qewimî";. + +Li gor gotina wê kesê, Perîşa gotibû kêşeya wan li ser mobaylê ne ewqasî mezin e: ";Me got em dê kêşeyê çareser bikin, got ti kêşeya me nîne, ew mobaylê dide min, kengî sar bû dê razî bibe. Bavê wê bi niyet bû wê neşîne ba mêrê wê, ji ber gotibû madem mobayl jê standiye niyeta wî mêrê xirab e. Lê Perîşa gotibû ez jê hez dikim û dê herim ba wî. Heta roja berî xwekuştinê nedabûyê. Perîşa bi mobayla xizmên mêrê xwe telefona dê û bavê xwe dikir. Wê şeva ku xwe kuşt, telefon kir û li halê diya xwe pirsî";. + +Ew kêşe berdewam bû heta Perîşa di mala xwe de xeniqandî hate dîtin. Polîsên Hewlêrê hêj zû belav kirin ku Perîşa xwe li mala xwe kuştiye. Dû re jî mêrê wê girtin. + +Xizma Perîşa got ";Kes ji me li wir nebû û em nizanin bûyer çawa bûye. Ew û mêrê xwe tenê li wir bûn. Termê wê li nexweşxanê bû gava telefon kirin. Bavê Perîşa ji qehra rastî kirîza dil hat û diya wê nexweş ket";. + +";Perîşa li dijî xwekuştinê bû"; + +Rêvebera nehiştina tundiya dijî jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdilqadir ji Rûdawê re got: ";Lêkolîn li ser bûyerê dewam dike, lê raporta bijîşkiya dadwerî hatiye û derket ku wê xwe kuştiye. Lê belê xizmên wê dibêjin ew hatiye kuştin. Me daxwaz ji malbata wê kir ger belgeyên wan hebin bila teqez bikin ku mêrê wê ew kuştiye. Ew dibêjin dema ew şûştin laşê wê şîn bûbû";. + +Jîlemo herwiha got ";Dikarin dozê vekin û şahidan bînin. Em dikarin wê careke din ji gorê derxin û lêkolînê bikin";. + +Perîşa yek bû ji du xwendekarên zîrek ên sinifa xwe, xizma wan digot: ";Yeke ku bernamê deyne here kolêcê û otomobîlê bikre û zarokan bîne, dê çawa here xwe bikuje gelo? Baş e çawa dikare xwe bikuje di demekê de ku ducanî bûye. Bi nêrîna me ew hatiye kuştin";. + +Kesûkarên Perîşa bawer nakin wê xwe kuştibe: ";Perîşa di her tiştî de hunermend bû, zelate bi dekoran dirust dikir û digot em hunermend in, divê jiyana me cihê be. Perîşa behsa jinekê dikir, ku xwe berî çend salan şewitandibû, digot wê jinê çi bi dest xist? Xwe kuşt û zaroka xwe jî sêwî kir. Kezeba dê û bavê xwe şewitand. Baş e miroveke ku weha bifikire dê rabe û here xwe daleqîne?"; Xizma Perîşa weha dibêje. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi yek mirovî bi ser nakeve. + +Kiliçdaroglu derbarê pêavajoya aştiyê de rexneyên tund li serokwezîr Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kirin û got ku ";Erdogan dibêje `ji min re bihêlin ezê çareser bikim`, lê bû 12 sal tenê peran kom dikin";. + +Kiliçdaroglu roja 20ê hezîranê li navenda lêkolînê ya Dicleyê li Amedê axifî û got ku ";wî derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de gelek pêşinyar kiribûn, lê bi ya wî nekirin";. Herwiha tekez kir ku pêwîste zemîneke qanûnî ji pêvajoyê re çêbibe. + +Kemal Kiliçdaroglu got ";Pêwîste dosyayayên kujerên nediyar û kesên li girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dane bilez bên çareserkirin, benda hilbijartinê dakeve, gelê kurd di serî de mafên hemû gelan bên dayn û pirsgirêkên wan çareser bibin";. + +Serokê CHPê herwiha got ";CHPê ya niha ne heman CHPê ya salên 1930 û çil e, cîhan hat guhertin, ew jî hatin guhartin, lê heta niha gelê Kurd ew fêm nekirine, em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dixebitin, lê hemû deng jî diçin ji partiya AKPê re";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirgeha navdewletî ya Qamişlo ku nêzîkî 5 km li başûrê bajarê Qamişlo dikeve, rastî êrîşa bi rokêtan hat. + +Çavkaniyekê ji nava balafirgeha Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora saet 8ê êvarê du rokêt li balafirgehê ketin. + +Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku yek ji wan rokêtan li ser rêya firîna balfiran li nav balafirgehê ketiye. + +Li gor çavkaniyê, rokêta ku ji curê Grad bû, çavkaniya wê nediyar bû lê ew ji devereke nêzî balafirgehê hatibû avêtin. + +Bi gotina çavkaniyê, di encama ketina rokêtê de rêya firînê têkçûye û ji ber vê yekê duh ti balafir ji Qamişlo nefiriyane û wê nafirin heta ku rê bê çakkirin. + +Her li gor heman çavkaniyê, hêzên rejîma Sûriyê ji nava balafirgehê bersiva rokêtan bi topbraneke himbiz dabûn, lê ji ber ku çavkaniya rokêtan nediyar bû, topbaran ku heta saet 11ê şevê berdewam kiribû bi hemerekî dihat kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Qamişlo diyar kir ku rokêta din li nêzîk ";peymangeha mezopotamiya"; ku ji aliyê hêzên YPGê ve tê bikaranîn, ketibû. + +Nûçegihanê Rûdawê herwiha da zanîn ku di encama ketina rokêtê, du mal li taxa Hilêliyê li Rojavayê bajêr têkçûne bêy ku ti ziyanên giyanî hebin, lê hejmarek ji xelkê taxê malên xwe bicî hiştine. + +پشتی کو پێتر ژ حەفتیەکێ ب سەدەما ئالۆزیێن هندەک ناڤچەیێن ئیراقێ بەشەک ژ خوەندەکارێن کورد ل بەغدایێ ئاسێ مابوون، د رێیا بالافڕخانەیا سلێمانیێ دە گهیشتن هەرێما کوردستانێ. +رێڤەبەرێ ئۆفیسا رێڤەبەریا حکومەتا هەرێما کوردستانێ ل بەغدا راگهاند، ل سەر ئەرکێ نێچیرڤان بارزانی، سەرۆکێ حکومەتا هەرێما کوردستانێ بالافڕەک هات بەرهەڤکرن بۆ ڤەگوهەستنا خوەدەکارێن کورد ل بەغدا و ٢٣٢ خوەندەکار ڤەگوهەستن باکافڕخانەیا سلێمانیێ. خوەندەکارێن کو نها ل بەغدایێ ژی مانە، بیارە سبێ یەکشەمێ بگەهن هەرێما کوردستانێ. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kurdistan û Amerîka derbarê rewşa niha ya Iraqê de tekîd dikin ku divê ew di rêya siyasî re bê çareserkirin. + +Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Amerîka li Iraqê Robert S. Beecroft kir û di hevdîtinekê de rewşa niha ya Iraqê, bi taybet piştî kontrolkirina çend navçeyan ji aliyê DAÎŞê ve gotûbêj kirin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê tekîd kirin ku pirsgirêkên niha yên Iraqê di encama siyaset û awayê birêvebirina proseya siyasî li Iraqê de derketine holê. + +Her du aliyan herwiha gotin ku ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêkan di pileya yekem de divê çareseriya siyasî be û diyar kirin ku operasyonên leşkerî û rûbirbûna çekdaran bi tenê nikare pirsgirêkan çareser bike. + +Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de got ku ji bo vegerandina aramiyê li Iraqê divê hizr li çareseriya aştiyane ya siyasî bê kirin û rewşek li Iraqê çêbibe ku hemû pêkhateyên civaka Iraqê bi hevbeşiya rasteqîne di desthilat û proseya siyasî bihisin. + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamekî polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dike ku ti pilaneke hebe ku hêzên fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê li navçeya Qelaçolan a Silêmaniyê car din bên rêkxistin. + +Berî niha hat îdîakirin ku hêzên fîrqeya 12 a artêşa Iraqê bi fermana wezîrê bergiriyê yê Iraqê dê li navçeya Qelaçolanê ji nû ve bên rêkxistin da ku car din vegerin Kerkûkê. + +Endamê polîtbîroya YNKê Aso Mamend ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Artêşa Iraqê kolêceke wan a leşkerî li Qelaçolanê heye, lê min nebihîstiye ku ew dixwazin hêzên fîrqeya 12 li wir organ bikin";. + +Mamend herwiha got ";Tiştê ku haya min jê heye ti pilanek ji bo dubare rêkxistina artêşa Iraqê li Qelaçolanê tine ye û ew nûçe jî ji rastiyê dûr e";. + +Fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê di sala 2007an de hat dazmezirandin û girêdayî Fermandariya Operasyonên Dîcle ye. Ew fîrqe berî bûyerên bajarê Mûsilê li Navenda Keywan a leşkerî li Kerkûkê bi cî dibûn. + +Li gor çavkaniyên leşkerî, hejmara leşkerên wê fîrqeyê 18 hezar leşker in, lê piştî hêzên pêşmerge bajarê Kerkûk kontrol kir, ew leşker ji Kerkûkê kişiyan. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê ji bo bidawî hatina sala perwerdeyê ya 2013-2014'an li Zanîngeha Artûqlûyê bernameyeke şahiyê hate li dar xistin. Di şahiyê de malbatên xwendevanan akademîsyen û siyasetmedar jî amadebûn. +Li Zanîngeha Artûqlûyê Beşa Mastera Bêtez a Çand û Zimanê Kurdî bi meraîmeke rengîn xwendevanên xwe bi Mamostetiya Kurdî xelat kir. Di merasîmê de hûnermend û siyasetmedarên kurd jî bextewariya xwendevanan parve kir. +Merasîm bi axaftina beşdaran despê kir û di axaftinan de bi tevahî xwedî lê derketina zimanê kurdî mijara sereke bû. +Di şahiyê de şandeyeke Herêma Kurdistanê ku ji siyasetmedar û akademîsyenanpêk tê jî ji bo pîrozkirinê cihê xwe girtibû. Sîyasetmedar û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê jî anîn ziman ku bi vê roja teybet û girîng ew pirr keyfxweşin. +Xwendevanên Çand û Zimanê Kurdî jî ev roj wek xewnekê dîtin û di wê baweriyê de ne ku xewna gelek pêşengên kurdan jî pêk hat. +Beşa Mastera Bêtez a Çand û Zimanê Kurdî di sala xwe ya dûyemîn de 5oo xwendevan perwerde kir û êdî ew amade ne k udi dibistanên fermî de perwerdeya zimanê kurdî bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- 84 sal berê yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da. +*Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayil Axa ye. +*Sala 1887an Simko li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikanên Evdoyi ne. +*Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Urmiye ji xwe re ava kiribûn. +*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da riya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike. +*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. +*Ji Rûsiyan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike. +*Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû. +*Hejmara çekdarên wî carna gihiştiye 20 hezar kesan. +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. +*Serhildana Simkoyê Şikak nêzî 25 salan dom kir. +*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be. +*Ji şerên mezinên wî şerê Urmiye, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. +*Dema ku Ermeniyan xwest Urmiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin. +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. +*Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê de, Simko û 1000 çekdarên xwe derbazî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin. +*Sala 1925`an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şay çû serdana wî. +*Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şa kir. +*Piştî ku Şa vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje. +*Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi terajediya ku Riza Şa jê re pilan kir, hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Ragihandina Azad ku xwe wek berpisyara karê rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê dide naskirin, got ku girtina radyoya ";Arta FM"; li bajarê Kobanî li dijî azadiya rojnamevaniyê ye. + +Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew radyo bi ruxset û destûra yekîtiya wan weşana xwe li Kobanî û çend bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku yekîtiyê ";çend caran têkilî bi serokatiya rêveberiya xweseriyê li Kobanî û serokê desteya navxwe re daniye, lê ne gihiştine ti encamekê ji bo ku weşana radyoyê car din destpêbike";. + +Yekîtiyê got ku ";rawestandina weşana Arta FM li Kobanî xizmeta demokrasiyê nake û li dijî azadiya rojnamevaniyê û azadiya raderbirînê ye";. Herwiha ji rêveberiya Kobanî xwest ku rê li ber dubare destpêkirina weşana radyoyê negire. + +Rêveberên wê radyoyê ragihandin ku roja 3ê hezîranê weşanda radyoya wan bi biryar desteya navxwe hatiye rawestandin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel Balyozê Amerîka li Iraqê de ragihand, divê hemû gelên Iraqê hest bikin ku ";şirîkên rastî"; yên desthilat û siyaseta welat in. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Amerîka yê Bexdayê Robert Stîvin Bîkroft rûnişt û li ser pêşhat û bûyerên vê dawiyê yên Iraqê kirin. + +Li gorî nûçeyê, Barzanî û Bîkroft li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku arîşe û pirsgirêkên îro yên Iraqê ji encama siyaset û çawaniya birêvebirina welat derketine holê lewma çareserkirina wan pirsgirêkan tenê bi rêbazên leşkerî nayê kirin û divê bi rê û rêbazên siyasî bên çareserkirin. + +Her wiha hat gotin ku Serokwezîr Barzanî gotiye, divê bi rê û şêwazên aştiyane û siyasî alozî û kirîza niha ya Iraqê were çareserkirin her wiha divê atmosferek wisa li Iraqê were çêkirin ku hemû gelên Iraqê hest bikin şirîkên rastî yên desthilat û siyaseta welêt in û nabe ti alî û pêkhateyek xwe li derveyî vê yekê bibîne. + +Di nûçeyê de hat gotin ku Barzanî û Balyozê Amerîka yê Bexdayê li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hemû aliyan ji bona dîtina çareseriyeke baş ji kirîza Iraqê re têkez kirine. + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li gumrika deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de û li aliyê Îranê, 30 kes bi tohmeta gendeliyê hatin girtin. + +Li gorî çavkaniyên herêmî yên Kirmaşanê, li gumrika deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê navbera parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de komek karmend û berpirsên gumrikê bi tohmeta gendeliyê hatine girtin. + +Li gorî agahiyan, ew kesên han bi dizîna petrol û sotemeniyê û wergirtina bertîlê tên tohmetbarkirin û hejmara wan jî derdora 30 kesî ye. + +Hat zanîn, berpirsekî gumrika Perwîzxanê jî ji ber vê yekê dest ji karê xwe berdaye. + +Tê gotin, tohmetbarên han bi qaçaxî nefta reş û mazot firotine her wiha destê wan bi sê şîrketên petrol û mazotê yên Herêma Kurdistanê re jî heye. + +Hatiye îdiakirin ku ew şîrketên Herêma Kurdistanê bi qaçaxî neft û petrolê dişînin Efxanistan û welatên din û dema tankerên petrolê ji deriyê sînorî re derbas dibin karmendên gumrikê ji her tankerekê 280 dolaran werdigirin lê tenê 170 dolar ji wî pereyî derbasî hesabê dewletê dibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – 84 sal berê yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da. +Simkoyê Şikak kî ye? +*Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayîl Axa ye. +* Simko sala 1887an li gundê Kela Çariyê yê Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikakên Evdoyî ne. +*Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Ormiyê ji xwe re ava kiribûn. +*Ceifer Axayê Şikak birayê meizn ê Simko sala 1905an li bajarê Tewrêzê hat kuştin lewma Simayîl Axa soz da rêya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike. +*Simko roja 30ê Gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê dest pêkir. +*Ji Rûsan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike. +*Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû. +*Hejmara çekdarên wî carna gihîştiye 20 hezar kesan. +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. +*Serhildana Simkoyê Şikak nêzîkî 25 salan dom kir. +*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be. +*Ji şerên wî yên mezin şerê Ormiyê, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. +*Dema ku Ermeniyan xwest Ormiye bibe beşek ji xaka Ermenistanê, Simko gellek şer bi wan re kir. +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. +*Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê, Simko û 1000 çekdarên xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin. +*Sala 1925an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şah çû serdana wî. +*Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şah kir. +*Piştî ku Şah vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewma min ew nekuşt lê ewê min bikuje. +*Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şah li bajarê Şino yê nêzîkî Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi komploya ku Riza Şah jê re pilan kiribû, hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, hêzên Pêşmerge li devera Silêman Begê ya navbera bajarên Kerkûk û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê 2 êrişên çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê pûç kirine û çend çekdar jî girtine. +Qaymeqamê bajarokê Xurmatû yê girêdayî Kerkûkê, Şelal Ebdul ji Rûdawê re got, îro danê êvarê çekdarên DAIŞê li devera Silêman Begê êrişî hêzên Pêşmerge kirin. +Şelal Ebdul, ragihand, ev cara duyemîn e ku çekdarên DAIŞê li devera Silêman Begê êrişî hêzên Pêşmerge dikin lê her carê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin şikandin. +Li gorî agahiyên qaymeqamê Xurmatû, hêzên Pêşmerge çend roj berê çend çekdarên DAIŞê girtibûn ji ber wê jî çekdarên rêxistinê êrişî hêzên Pêşmerge dikin û daxwaza berdana endamên xwe dikin. + + +Amed (Rûdaw) – Efserê artêşa Tirkiyê yê bi navê Îlhan Çalişkan, ku dawiya meha Gulana îsal li ser rêya Lîce-Amedê ji aliyê komek çalakvan ve hatibû girtin, hat berdan. +Meha borî, komek çalakvan û xortên kurd ku li gorî medyaya Tirkiyê ";endamên PKKê bûn";, li ser rêya navbera Amed û Lîcê li dijî çêkirina qereqol û encamdana operasyonên leşkerî xwepêşandan kiribûn û roja 27ê mehê jî efserekî tirk ku ber bi bajarê Erziromê ve diçû, desteser kiribûn. +Şanda ku ji Seroka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Berpirsê Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) yê Amedê Racî Bîlîcî, alîkarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Berdevkê KESKê Remezan Kaval pêk hatibû, îro ew efserê tirk yê bi navê Îlhan Çalişkan ji wan xortan wergirt û radestî qaymeqamiya Lîcê kir. +Li gorî DÎHAyê, berpirsê ÎHDê yê Amedê Racî Bîlîcî li ser vê yekê daxuyanî da û ragihand, rewşa tenduristiya wî efserê tirk baş e û got, wî efserî ji wan re gotiye ku ew kesên ku ew girtibûn li wî baş nihêrîne. +Racî Bîlîcî, anî ziman ku ew efserê tirk li ser daxwaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye berdan û ragihand, madem PKKê di vî warî de erka xwe bicîh anî divê dewletî jî sozên ku daye bicîh bîne. +Zubeyde Zumrut jî diyar kir, eger bangewaziya Ocalan neba ew efserê tirk nedihat berdan û got, Ocalan rêberê vê xebatê ye û gelê Lîcê jî nîşan da ku muxatebê pirsa kurd tenê Ocalan e lewma divê dewlet jî çarçoveyek qanûnî ji pêvajoya diyalogê re çêbike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê ku bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale ya Iraqê xistine bin kontrola xwe, li ser banê saziyeke hikûmetê ala Kurdistanê anîn xwar û li şûna wê ala xwe daçikandin. +Ev çend roj in çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên sunnî yên Iraqê xistine destê xwe. +Bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale jî, ku pirraniya xelkê wir kurd e û wek beşek ji ";Deverên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê"; tê hesibandin, ketiye bin kontrola DAIŞê. +Rêxistina DAIŞê îro hinek wêne li ser tor û malperên civakî belav kiriye ku nîşan dide komek çekdar ala Kurdistanê li ser banê saziyeke fermî radikin û li şûna wê ala reş a rêxistinê datînin. + +DAIŞ li Seidiyê ala Kurdistanê tîne xwarê + +Bi ser terorkirina yek ji rêberên şoreş û xebata rizgariya kurd û Kurdistanê, Simkoyê Şikak re 84 sal derbas dibe.... + +Rojnamevan Kakşar Oremar, bû mêvanê bultena Rojhilatê Kurdistanê ya Rûdaw TV û li ser Simkoyê Şikak û xebata wî mêrxasê kurd bersiva pirsên Ceifer Mubeşirniya da... + + +Bexda (Rûdaw)- Efserkî berê yê artêşa Iraqê dibêje ku bi sedema ezmûna gerîlayî ya dûr û dirêj, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tenê dîwar in li ber êrîşên DAÎŞê. + +Hikûmeta di çend rojên borî de kete şokê beramber jidestdana kontrolkirina duyem mezintirîn bajarê Iraqê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve. + +Bi dirêjiya nêzîkî 7 salan, hikûmeta Iraqê li 3 parêzgehên Iraqê, Diyale, Selahedîn û Enbarê bê serketin mijûlî şerê dijî terorê bû. + +Ev efserê ku niha şirovekarê asayişî ye, dibêje ku çekdarên DAÎŞê li navçeyên sivîl xwe vedişêrin û artêş nikare beramberî wan be li deverên wiha. Efser wiha diaxfie: ";Da ku ew kontrola wan navçeyan bike û gellek ziyanê negihîne hemwelatiyan, pêwîst e hikûmet şerê kolan bi kolan bike û yekeya leşkerî bi awayekî peya bişîne nav taxan."; + +Vî efserê ku ji Bexdayê diaxift û nexwest navê wî aşkere bibe, dibîne ku hinek ji berpirsên iraqî karekî baş kirine ku doza alîkariya hêzên pêşmergeyan kirin bo rûbirûbûna DAÎŞê, ji ber wek wî got ";Ezmûn, şarezayî û zanyariya baş a pêşmergeyan heye di şerê nav bajar de";. + +Ev efser dibîne ku hêzên pêşmerge, ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên fermadarkirin, hêzeke guncaw e ji bo rê li ber pêşketina çekdarên DAÎŞê bigire ";ji ber zanyariyên wan derbarê vê navçeyê de hene û ev navçe nêzîkî wan e";. + +Herwiha got ku girtina zû ya Mûsilê û navçeyên din ên bakurê rojavayê Iraqê ji aliyê DAÎŞê ve ";Wê yekê tekez dike ku taktîka leşkerî ya ajansa asayişî ya iraqî şaş e, ne bi bandor e û çavdêriya xwe nexistiye ser tevgera DAÎŞê";. + +Bajarê Mûsilê 400 km ji bakurê Bexdayê dûr e. Her ji dema ku artêşa iraqî cihên xwe vala kirin, cil û bergên xwe yên leşkerî dirandin û reviyan, dema pêşketina hêzên DAÎŞê, tirsîn û bêserûberî bi ser vî bajarî de kişiya. + +Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ketina Mûsilê bi ";dagîrkarina biyanî"; wesif kir û çekdarên DAÎŞê bi çekdarên biyanî û hemwelatiyên çend welatên cuda bi nav kir. +";Piştgiriya van grûpan dibe, lê divê niha em hêza xwe bidin ser şikandina wan û vegerandina welat bo ser rêya rast. Pişt re em dikarin lêkolînê li ser jêdera wan bikin."; Nuceyfî ev gotin derbarê wan daxuyaniyan de ragihand ku dibêjin piştgiriya navxweyî ya DAÎŞê heye. +Malikî, ev serokwezîrê ku cihê nakokiya Sunne, Kurd û hinek grûpên Şîa ye, xwest ku ";her kes dikare, bera çekan hilgire û berevaniyê li dijî DAÎŞê bike."; +Lê li Mûsilê diltengî beramber hikûmeta Malikî heye bêhtir jê weke ku ji çekdarên DAÎŞê heye. Gellek iraqî jî dipirsin çawa artêşa wan ku bi çekên giran amade bûye, beramber hêzeke çekdar a bi çekên sivik, ket û berevaniya xwe nekir?. + +Kobanî (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li herêma Kobanî li hev kirin û komîteyek ji bo berdana girtiyên Kurd ên di destê DAÎŞê de ava kirin. + +Duh êvarê li ser vexwendina şaxê ENKSê li Kobanî, her du encûmenên Kurdî li Kobanî li ofîsa ENKSê civiyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di civînê de her du encûmenan li hev kirin ku komîteyeke hevbeş bi navê xelkê herêma Kobanî ji 7 kesan were avakirin. + +Ew komîte wê kar û gotûbêjan ji bo guhertina dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê û asayişê bi hemû girtiyên Kobanî yên di destê DAÎŞê de bike. + +Zêdetirî 300 Kurdên ji herêma Kobanî li Munbicê û Reqayê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin ku di nava wan de zêdetirî 100 xwendekarên pola nehem hene, herwiha bi dehan dîlên DAÎŞê li cem YPGê û asayişê ku bi ser PYDê vet ê naskirin, li herêma Kobanî girtî ne. + +Her di heman civînê de, ENKS û EGRKê li hev kirin ku komîteyên wan yên xizmetan li hev bicivin û mijara anîna ava vexwarinê û elektrîkê ji Tirkiyê gotûbêj bikin. + +Her du encûmenên kurdî li Kobanî herwiha tekez kirin ku ewê di rojên pêş de hevdîtin û civînên xwe ji bo guhertina dîl û girtiyan û çareserkirina kêşeyên ava vexwarinê û elektrîkê û xizmeta xelkê herêma Kobanî berdewam bikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê. + +John Kerry piştî serdana xwe ya Bexdayê hat Hewlêrê û dê ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirgeha Hewlêrê ragihand ku Kerry ji aliyê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku biryar e Kerry biçe ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê û li wir ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bicive. + +Herwiha biryar e berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Berhem Salih û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevlî wê civînê bibin. + +Mesûd Barzanî ji CNN re gotibû ku dema ew Kerry bibîne dê jê re bêje Kurd heta kengî wê wiha bimînin. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Rûdawê, Barzanî wê bi aşkere ji Kerry re bêje ku Kurd qebûl nake Malikî car din bibe serokwezîrê Iraqê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê bi dawî hat. + +Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, berpirsê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih ligel çend berpirsên din ên hikûmeta Herêma Kuristanê beşdar in. + +Di civînê de her du aliyan derbarê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj kirin. + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihmed Hacî Mehmûd ligel pêşmergeyên partiya xwe ber bi bajarê Kerkûkê ve birêket û biryar e ji bo piştgirîkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bigihin rêzên pêş ên eniya şer. + +Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdan û artêşa Iraqê li wan navçeyan şikest û derket ku nikare li wan navçeyan bimîne";. + +Mehmûd herwiha got ";Niha pêşmerge li wan navçeyane ku bi salane xewina wan didît, lewra divê îro em hemû bibin pêşmerge ji bo prastina navçeyên Kurdistanê";. + +Pêşmergeyên PSDKê ji 500 pêşmergeyan pêkt tên û îro 24/6/2014 saet 8ê sibehê ji gundê Qedefer ê navçeya Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve birêketin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê civiya. + +Berî destpêkirina civîna ku li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê birêveçû, Kerry di deftera bîreweriyan de ev tişt nivîsand: + +";Keyfxweşiyeke mezine ku min serdana Kurdistana Iraqê kir. Spas ji bo serok Mesûd Barzanî ji bo vê pêşwaziya gerim. Bi rastî ev pêşketinên ku bi dest hatine cihê matmayîbûnê ye";. + + + +Qendîl (Rûdaw)- Du balafirên Tirkiyê îro berî nîvro li ezmana Qendîlê û bi taybet li serê çiyayê Kurtek firiyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku heta niha her du balafirên ti bombe ne avêtine û bi tenê li ezman difirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xortekî din ê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve hat bidarvekirin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ciwanê Kurd ê bi navê Hêmin Birawendî di zindana navendî ya Nexede de hat bidarvekirin. + +Hêmin Birawendî ku xortekî 25 salî yê xelkê navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê bû, heta niha sûca ku ji ber wê hatiye bidarvekirin nediyar e. + +Çalakvanên mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku 70% ji cezayên bidarvekirinê bi awayekî nihênî û veşartî tên bicîkirin. Herwiha diyar dikin ku desthilatdarên Îranê nûçe û navê kesên ku tên bidarvekirin aşkere nake. + +Şingal (Rûdaw)- Li navçeya Um el-Şebabît li başûrê rojhilatê parêzgeha Neynewayê şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û nêzîkî saetekê domand. + +Di encama wî şerî de 4 pêşmerge sivik birîndar bûn û çend çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn. + +Berpirsê şaxê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê Serbest Babîrî ji Rûdawê re ragihand ku ";di wî şerî de 4 pêşmerge birîndar bûn lê ti metirsî li ser jiyana wan nîne, hêzên pêşmerge jî karîn çend çekdarên DAÎŞê bikujin û çendekan jî birîndar bikin, piştî şer çekdarên DAÎŞê reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin";. + +Fermandariya Spîlkê û fîrqeya 1 a zêrevanî di şerê li navçeya Um el-Şebabît de beşdar nûm û ji bo parastina sînorê Şingalê bi moraleke bilind ji bo her rûbirûbûnekê amade ne. + +Dihok (Rûdaw)- Piştî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê biryar da ku sendoqa alîkariyan bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge bên danan, li parêzgeha Dihokê sendoqk bo vê mebestê hat danan. + +Li parêzgeha Dihokê parêzgar ligel komîteya bilind a qeyranan civiya û komîteyek bi navê Komîteya Karên Endazeyî pêkanîn bo şopanind, peydakirina, serpiriştiya parvekirina kelûpelên leşkrî bi piştgiriya karta leşkerî. + +Parêzgarê Dihokê, Ferhad Ertoşî got: ";Îro em ligel belênderan civiyan û nêzîk 250 hezar dolar hatin komkirin."; + +Li parêzgeha Dihokê 685 kompaniya û belênder hene û di vê civînê de tenê 39 şirket û belênder hatibûn vexwendin. + +Serokê şaxê Dihokê ya Yekîtiya Belênderan da zanîn ku: ";Îro me nêzîk 250 hezar dolar kom kirin û em dê berdewam bin li ser piştgiraiy xwe û tişa ji me bê xwestin emê bikin."; + + +ل باژێرێ دهۆكێ رێزا ترۆمبیلێن نوبهتا وهرگرتنا بانزینى بهرچاڤترین دیمهنێ پشتى قهیرانا بانزینى نه، لێ سیهـ كیلومهترا ل باشوورێ باژێرى بهرچاڤترین دیمهنێ سهر جادان دۆلكێن بانزینى نه كو ب شیوێ بازرگانى دهێته فرۆتن، بو هندهك گهنجان بوویه دهلیڤهكا كارى. +ئهوێ زارۆك +ل پارێزگهها دهۆكێ فرۆتنا بانزینا بازرگانى قهدهغهیه، لێ ل دهڤهرێن كوردستانى یێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستانێ ئاسایى یه، بهلێ نهپاقژیا بانزینى ناكوكیا شوفێر و بانزین فرۆشانه. +ئهوێ مهزن +سازیێن ههرێما كوردستانێ دبێژن رێوشوینێن پێدڤى دگرنه بهر بۆ رێگرتنێ ل چوونا بانزینى ب قهچاغى.. بهلێ بانزین فرۆشت دیار دكهن كو ژێدهرێ بانزینێ وان ژى باژێرێن ههرێما كوردستانێ نه +خودانێ بانزینخانێ +قهیرانا بانزینى ل كوردستانێ پشتى رویدانێن مووسل سهرهلدایه، نهمازه ل دهۆكێ كو بههرا وێ یا بێجى هاته برین پتر ژ 200 ههزار پهنابهر ژى هاتنه سنوورێ پارێزگههێ. + + +ژبەر رەوشا دەڤەرێن موسل و دروستبونا قەیرانا پەنزینێ وەلاتی ب رێژەیەكا زور زێدەتر ژ پێدڤێن خوە كەرەستێن خوارنی دكرن، فروشكارەك دبێژیت، قەیرنا پەنزینی كارتێكرن ل هەمی ژیانی كریە. +تێكست +نوكە زوربەیا خەلكی دەما قەستا بازاری دكەن هەولدەن زێدەی پێداویستیا خوە كەلو پەلێن خوارنێ بكرن، هەتا ئەڤ چەندە بویە دیاردە ...... +1..حەجی رەسول سەلیم: هاونیشتیمانی +دبێژن دراڤێ سپی بو روژا رەشە بەلێ خەلك دبێژن حكومەتا هەرێما كوردستانێ هێشتا نەشیایە بو وەلاتێن خوە دقەیرانا دا چ دراڤێن سپی بكاربینت هزر د یەدەك كرنا چ تشتادا نەكریە...... +2..حەجی غەربی: هاونیشتیمانی +ل گوری گوتنێن فروشیارا كو بهایێ چكەل و پەلا بەرڤ زێدەبونێ نەچویە +4.ئێحسان ئەمین: فروشیار +هند قەیران ل ناڤ بازارێ كوردستانێ هەنە وەكو (نەبونا بەنزین و غاز هندەك ئاهێن خوارنێ لێ خەلك دڤێ بارودوغی دا ئیمناهیا خوە گرنگتر دبینن ل هەرتشتەكێ + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Kewirgoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, wênegir û rojnamevanê Kurd Ferhad Bilbas di bin navê ";Kamîra min nikare giriyê zarokên we rawestîne lê ligel wan digirî "; de pêşangehek wêneyan vekir. + +Di vê pêşangeha de, gelek wêne li ser destpêka qeyrana penaberiya Kurdên Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin raxistin, herwiha çend wêne li ser awayê ku penaber jiyana xwe pê derbas dikin hatin pîşandan, penaber jî li hember vê yekê keyfxweş bûn. + +Yek ji hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ku di pêşangehê de amade bû diyar kir ku pêşangehên wiha pêwîste ku li nav parêzgehên Başûrê Kurdistanê werin vekirin da ku hemwelatiyên Başûr hest bi êş û azarên penaberên Rojava bikin. + +Ev pêşangeh tenê yek rojî domand, lê li gor gotinên xwediyê pêşangehê, ewê di rojên bê de gelek pêşangehan li nav hemû kampên din ;n penaberên Rojava veke. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. + +Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih amade bûn. + +Lê serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed tevlî civînê nebû. + +Çavkaniyekê ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";pêwîst nake serokê parlamentê tevlî wan civînan bibe, ji ber ev ne karê parlamentoyê ye wek dezgeheke yasdanînê";. + +Li welatên din jî serokê parlamentoyê tevlî civînên wiha nabe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Amerîka John Kerry piştî civîneke berfereh, civîneke du alî ku 20 deqeyan domand li dar xistin. + +Îro John Kerry bi serdanekê gihişte Herêma Kurdistanê û li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Mesûd Barzanî civiya. + +Di destpêkê de Kerry û Barzanî tevlî civîneke berfereh bûn bi amadebûna şandên her du aliyan. Ji aliyê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî, Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih beşdar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî wê civîna berfereh, Barzanî û Kerry bi tenê li hev civiyan. + +Peyamnêrê Rûdaw aşkere kir ku Barzanî ji Kerry re gotiye ku riyalîtiyeke nû li Iraqê çêbûye û Kurd mafê wî heye biryarê li ser parşeroja xwe bide di vê qonaxa nû de. + +Sine (Rûdaw) – Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li Meclisa Îranê de Hamid Qadirmerzî li dijî dabeşbûna Îranê bi ser 5 herêman de nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev karekî siyasî ye. + +Hikûmeta Îranê duh ragihand, welat dê bi ser 5 herêman de were dabeşkirin û ev yek jî ji bona ";lihevnêzîkkirina gel û kulturan"; û ";hêsantî di birêvebirinê"; de tê kirin. + +Li gorî vê pilana komara îslamî, her 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji hev tên veqetandin û 2 parêzgeh bi ser herêmekê û 2 parêzgeh jî bi ser herêmek din ve tên dabeşkirin. + +Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine li Meclisa Îranê de, Hamid Qadirmerzî li ser dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de got, dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de siyasî ye ji ber ku xelkê Sine ti têkiliyeke wan bi xelkê parêzgeha Erdebîlê (hemû azerî ne) re tine lê xelkê parêzgeha Sine dikarin bi xelkê parêzgehên mîna Hemedan, Kirmaşan û Îlamê re bidin û bistînin. + +Li gorî nexşeya siyasî ya nû ya Îranê, parêzgeha Sine bi parêzgehên Ormiye, Tewrêz, Zencan, Erdebîl û Gîlanê re di nav herêmekê de cîh digirin. + +Hamid Qadirmerzî, her wiha ragihand, li gorî wan lêkolînên ku sala 1996an hatine kirin Îran bi ser 10 deveran hatiye dabeşkirin ku di warê kulturî û civakî de xalên wan ên hevbeş pir in. + +Li gorî nexşeya sala 1996an, parêzgeha Sine ketibû nav parêzgehên mîna Kirmaşan, Îlam û Loristanê ku hemû dikevin qontara çiyayên Zagrosê. + +Li gorî wî nûnerê kurd, dabeşkirina dubare ya Îranê tenê serwet û dewlemendiya welêt bi heder dide. + +Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Îranê, Cevad Nasiriyan duh gotibû, hikûmet pilanek daniye ku li gorî wê Îran dê bibe 5 herêman ku her herêmek dê bixwe xwe birêve bibe. + +Li gorî agahiyên wî rayedarê îranî, ew 5 herêm bi vî rengî ne: + +Herêma 1: Tehran, Qezvîn, Mazenderan, Sêmnan, Gulistan, Elborz, Qom +Herêma 2: Îsfehan, Fars, Bûşêhr, Çarmehal û Bextiyarî, Hormozgan, Kohkîloyê û Boyîr Ehmed +Herêma 3: Tewrêz, Ormiye, Erdebîl, Zencan, Gîlan, Sine +Herêma 4: Kirmaşan, Îlam, Loristan, Hemedan, Merkezî, Xûzêstan +Herêma 5: Xorasana Rezevî, Xorasana Başûr, Xorasana Bakûr, Kêrman, Yezd, Sîstan û Belûçistan + +Îran ji 31 parêzgeh (bi farsî Ostan), 394 navçe, 973 bajarok û hezar û 133 nahiyeyan pêk hatiye. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Encumena bajarê Kerkûkê, Munîr Qafilî ku kesekî turkman e, di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. + +Peyamnêrê Rûdawê yê Kerkûkê ragihand, serokê encumena bajarê Kerkûkê Munîr Qafilî îro li taxa Eskerî ya bajêr rastî êrişa çekdaran hat. + +Li gorî agahiyan, Munîr Qafilî ku turkman e di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. + +Lê heta niha nayê zanîn ka Qafilî ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye kuştin. + +Enqere (Rûdaw)- Piştî gefên rêkxistinên tundraw li ser Kurdistanê zêdbûn û rêkxistina DAÎŞê êrîşên xwe li ser Kurdistanê zêdekirin Di nav rêkxistin û aliyên siyasî yên kurdan de gotarên li ser yekîtiya Kurdan jî zêdetir bûn. hem di nav siyasetmedar û serkirdeyên Kurdan de hem jî di nav raya giştî ya Kurdistanê de baweriyeke mezin ava bûye ku divê Kurd bi yekîtiyeke xurt û mayînde bibine bersiv ji bo êrîşên hemû aliyan. + +Demek berî niha di nav torên medyayê de nûçe û gotar li ser alozî û gengeşeya di navbera PKK û PDKê belav dibûn, ev demeke ev nûçe û gotaran ciyê xwe hêlaye şûna peyamên yekîtî û pêwîstiya tifaqa Kurdan. + +Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed jî yekîtî û hevalbendiya Kurdan weke mercekî sereke yê serkeftina gelê Kurdistanê dibîne. + +Ebdilselam Ahmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn tê pêş. Divê kurd jî hazir bin, li gor vê berpirsyariya dîrokî nêzîkî hev bibin û bigehin tifaqa, bi hev re karibin vê erîş û tofana ku bi ser heremê de tê em bi sekinîn in";. + +Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî daxwaz dikin ku nakokiyên di navbera partî û rêkxistinên Kurdan de ji holê bêne rakirin û ji çespandina yekîtiya Kurdan kongreya netewî jî bê damezrandin. + +Parlamenterê HDPê Halîl Aksoy ji Rûdawê re ragihand ";Lazime her çar parçê Kurdistanê yekîtiya xwe seranser û bi israr îlan bike. heke eva ne qediya aniha ji bo statûya xwe û ji bo azadiya xwe Kurd herî zêde nêzîkî azadiyê ne. Wê ev ê firsendê ev derfetê ji destê xwe birevîn e";. + +Mêrdîn (Rûdaw) – ";Zilamê herî dirêj"; ê cîhanê, Sultan Kosen ragihand, hevjîna wî ku çend roj berê ji bo şîna apê xwe çûbû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber girtîbûna deriyê sînor nikare vegere. Kosen ji waliyê Mêrdînê alîkarî xwest. + +Xortê kurd ê bi navê Sultan Kosen, ku bi bejna xwe ya 2.51 metre wek zilamê herî dirêj ê cîhanê ketiye pirtûka rekoran a Guinessê, Cotmeha par bi keça ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Merwe re zewicîbû. + +Sultan Kosen, îro got ku hevjîna wî nêzîkî 2 hefte berê ji bona şîna apê xwe çûye bajarê Qamişlo lê dema xwestiye vegere deriyê sînorî yê navbera Qamişlo û Nisêbînê girtî bûye lewma nekariye vegere. + +Kosen, ji waliyê Mêrdînê Mustefa Taşkesan xwest alîkarî wî bike da ku hejîna vegere mal çimkî ew nikare bê wê bijî. + +Hat zanîn, waliyê Mêrdînê jî soza alîkariyê daye Sultan Kosen. + +Hewlêr (Rûdaw)- Pirsa Dewleta Kurdî axaftina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû li pêşiya wezîrê derve yê Amerîka John Kerry, lê Amerîka di wê baweriyê de ye ku dem hîn zûye vê xwestekê ji Kurdan re îmze bike. Kurd jî daxwaz ji Amerîka kiriye helwesta xwe li hember Dewleta Kurdî biguhere. + +Rûdaw ji çavkaniyên nav civîna şanda kurdî û wezîrê derve yê Amerîka zaniye ku Kurd amade nebûn bikevine bin barê daxwazên Amerîka ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê û serkirdatiya Kurd gotiye vê carê divê mercên Kurdan bên bicîkirin. + +Sîdekan (Rûdaw)- Artêşa Îranê zozanên Hornê û Bêrmesardî yên navçeya Sîdekan a girêdayê parêzgeha Hewlêrê topbaran dike. + +Şahidekî topbaranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku topek li nav malan ketiye. + +Ji ber topbaranê tirs ketiye nav şivan û cotyarên zozanên Sîdekanê. + +Rebîhe (Rûdaw)- Du teqîn li ser rêya di navbera bajarokê Rebîhe û bajarokê Şingalê yên girêdayî parêzgeha Neynewayê çêbûn û di encam de 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. + +Çavkaniyeke leşkerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 2 bombeyên vedayî li ser rêya di navbera Rebîhe û Şingalê de teqiyan. + +Çavkaniyê diyar kir ku pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Efserek û 2 leşkerên Îranê di encama êrîşa çekdarên nenas li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê de hatin kuştin. Herwiha li nêzîk çiyayê Şaho 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîlayên PKKê şehîd bûn. + +Ajansa Faris a fermî li ser zarê rêveberê ewlekariya Kirmaşanê Şehryar Heyderî belav kiriye ku ew efser û leşker şeva borî li navçeyeke parêzgeha Kirmaşanê hatin kuştin. + +Li gor nûçeya ajansa Mehr, di êrîşa ku li navçeya Tazawe ya girêdayî bajarê Selasî Bawecanî ya Kirmaşanê de pêk hat, fermandarek bi navê Şarox Muradî, cîgirê fermandar Bêhzab Qelhe û leşkerek bi navê Bîjen Fexrî ku hemû jî Kurdin, hatin kuştin. + +Heta niha ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê ne girtiye stûyê xwe û rêveberê ewlekariya Kirmaşanê jî ti alî tometbar nekir. + +Li gor malperên Rojhilatê Kurdistanê, roja duşemê 23/6/2014, li nêzîk çiyayê Şaho, şer di navbera gerîlayên PKK û pasdarên Îranê de derket. Di encama şer de 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîla şehîd bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dixwest sekirdatiya Kurd li Bexdayê bibîne, lê Barzanî daxwaza wî qebûl nekir. + +John Kerry roja duşemê serdana Bexdayê kir û ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, cîgirê serokwezîrê Iraqê Salih Mutleg û wezîrê derve Hoşyar Zêbarî civiya. + +Li Bexdayê Kerry daxwaz kiribû ku şandeke Herêma Kurdistanê bibîne. + +Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê daxwaz kiribû ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih bên Bexdayê ji bo dîtina Kerry, lê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev yek red û ji Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih xwest ku neçin. + +Ji ber ku Barzanî qebûl nekir, Kerry rojek di ser serdana xwe re zêde kir û hate Herêma Kurdistanê. + +Kerry ji ber rewşa xirab a ewlekariyê li Bexdayê roja duşemê bi şevê çû Urdunê û li wir xew kir. Roja din Kerry hate Herêma Kurdistanê û ligel serkirdatiya Kurd civiya. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê sibê pêncşemê 26/6/2014 li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serdana Tirkiyê bike. + +Li gor nûçeya ajansa Andolu, guhertinên dawî li Iraqê û pêşketina çekdarên DAÎŞê li Iraqê wê mijara sereke ya hevdîtina Barzanî û Erdogan be. + +Herwiha Barzanî û Erdogan wê derbarê çareserkirina krîza niha ya Iraqê de jî gotûbêjan bikin. + +Di hevdîtinê navber her du aliyan de wê mijarên têkildarê Herêma Kurdistan, Tirkiyê û navçeyê bi giştî bên gotûbêjkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Washington Post a Amerîkî belavkir ku 150 kes ji Herêma Kurdistanê tevlî rêixtins radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bûne û ji wan 50 kes ji Helebce ne. +Washington Post di raportekê de dibêje ku berpirsên îstixbaratî yên Kurd tirsa wan ji wê yekê heye ku serkeftinên DAÎŞê bala hejmareke zêdetir ji xortên Kurdistanê bikşîne xwe û bi vê yekê nêrîn û hizra radîkal bînin nava Kurdistanê. +Berpirsekî îstixbaratî yê Kurd ku nexwestiye navê wî bê aşkere kirin ji rojnameya navborî re gotiye ku li nava Helebce şanên çalak ên DAÎŞê hene û ew berê xwe didin xotrên bêzar û bêkar û tikiliyê bi wan re dikin da ku tevlî DAÎŞê bibin. +Wî berpirsî aşkere kir ku yek ji wan fermanderên DAÎŞê yên li himber Pêşmerge li sînorê Kerkûkê rawestane ji xelkê Helebce ye û navê wî ";Merîwan Helebceyî"; ye. +Yek ji wan xortin ku tevlî DAÎŞê bûye û niha li Mûsilê ye, temenê wî 16 salî ye û rojnameya ew bi navê ";Z"; daye naskirin, malbata wî ji rojnameya Washington Post re ragihand ku ";Berî niha kurê me ne olperwer bû û serdana mizgeftê nedkirin û pora xwe jî li ser modêlê çêdikir lê di demên dawiyê de ew hat guhrtin";. +Herwiha malbatê aşkere diyar kir ku di meha Gulanê ya vê salê de, wan zanî ku kurê wan ligel hevalekî xwe tevlî DAÎŞê bûne. +Kesekî nêzîk ";Z"; ji Washington Post re dibêje ku wî peywendî bi ";Z"; re kiriye û jê re gotiye vegere nav xweşk û birayên xwe. +Herwiha wî kesî ji ";Z"; re gotiye: ";Eger kesek bixwaze destdirêjiyê li malbata te bike, tê çi bike?"; di bersivê de ";Z"; gotiye: ";Çendîn endamên me li Helebce hene û em nahêlin ew tişt çêbibe."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Xwekujekî li nava bazara Rehîmawe li bajarê Kerkûkê xwe teqand û di encam de herî kêm 3 kesan jiyana xwe jidest dan û bi 10an kes birîndar bûn. +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Kerkûkê ragihand ku: ";Îro, demjimêr 18:15 xwekujekî bi piştîneyek bombekirî xwe li bazara Rehîmawe, ku bazae çek û teqmeniyan e, xwe teqand."; +Peyamnêrê Rûdawê got jî: ";Li gor amarên destpêkê, di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe jidest dan, 2 kes ji wan endamên asayişê ne û yê din jî zarokekî 10 salî ye"; herwiha peyamnêrê me da zanîn ku bi 10an kes jî birîndar bûne. +Rêveberê binkeya polîsên Rehîmawe, Xalib Teha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku: ";Xwekuj di nava xelkê de hat dîtin û berî ku hêzên ewlekariyê wî bigirin xwe teqand."; +Li gor gotina peyamnêrê Rûdawê, niha hêzeke mezin a ewlekarî li cihê teqînê ye û hewla kontrolkirina rewşê didin, herwiha li bi riya mizgeftan jî daxwaz ji xelkê tê kirin ku verê xwe bidin nexweşxaneyan û xwîna xwe bidin bo birîndaran. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeyên Hemedaniye û Qereqoş yên ser bi parêzgeha Neynewa ve şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê de derket, çavkaniyekê ji Hêzên Zêrevan jî ragihand ku çekdarên DAÎŞê rastî şikestineke mezin hatine. +Çavkaniyekê ji Hêzên Zêrevanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ev nêzîk 2 demjimêran e ku çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li Neynewa ji 3 aliyan ve êrîşî Hêzên Pêşmerge dikin."; +Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkere kirin da zanîn jî ku di vî şerî de çekdarên radîkal ên DAÎŞê rastî şikestinek mezin hatine. +Heman çavkaniyê amaje kir ku ";Di wî şerî de 3 Pêşmerge ji Hêzên Komandos ên ser bi Hêzên Zêrevanî vê birîndar bûn û çendîn çekdar jî hatin kuştin û birîndar kirin."; +Çavkaniyê aşkere kir jî ku rêxistina DAÎŞê çekdarên xwe kom kirine û ";Pêşbînî tê kirin ku li navçeyên din ên parêzgeha Neynewa êrîşî Hêzê Pêşmerge bikin."; + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweserî ya Kantona Cizîrê Rêzan Gelo bang li hemwelatiyên bajarê Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi gotina wî ne kevin xefka komplogeran. +Gelo ji malpereke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK re got ku bûyerên Amûdê ji hêzên derve hatibûn pilankirin û got: " Ji bo ku bûyerên wekî vê neyên dûbarekirin, divê hemû ciwanên Amûdê û malbatên qurbaniyan hişyar bin û li gorî tu aliyan tev negerin û nebin amûr di destê kesî de. " +Di bûyerên Amûdê de ku roja 27ê hezîrana 2013an qewimîn, 6 sivîlên xelkê bajêr bi guleyên asayiş û YPGê canê xwe ji dest dabûn, lê heta niha ti lêkolîneke cidî û serbixwe derbarê sedema wan bûyeran de çênebûye. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di cîvîna xwe ya dawî de biryar dabû ku salvegera van bûyeran bi meşek bêdang heta ser gorên bê vejandin. +Herwiha rêxistinên 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê biryar dane ku roja 28ê hezîranê bi xwepêşandanekê li bajarê Dortmond yê Almaniya ev bûyerên Amûdê bên libîranîn. +Siba roja pêncşemê jî xwepêşandanek li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ji bo libîranîna heman bûyerên Amûdê birêve diçe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku, ji aliyê gundên Ereban li başûrê bajarê Tirbesipyê li Rojavayê Kurdistan, qaçaxçî bi rengekî çalak genim derbasî Iraqê dikin û vê yekê hiştiye nirxê genim û ceh di rojên dawî de gellekî bilind bibe, het nirxê yek ton ceh ji 24 hezar lîreyên Sûrî bigihe 32 hezar lîreyan, û piştî cotyaran tona genimê xwe bi nirxê 38 hezaran firotin bazirganan, niha nirxê tona gennim gihaye 43 hezar lîreyên Sûrî. + +Çavkaniyê tekez kir ku, genim ji gundewarên Başûrê Tirbesipyê yên di bin kontrola hêzên Islamî û hozên Erebî de ji bo Iraq tê derbaskirin, û ji ber vê yekê nirxê genim û ceh bi rengekî nişkave bilind bûye. + +Berî niha Hikûmeta Sûrî astê nirxê kirrîna tona genim bi 45 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kir, û nirxê kirîna tona ceh bi 35 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kir, lê merc danî ber cotyaran ku, genimê xwe bînin bajarê Qamişlo û li navenda serekî ya kirîna liban ya ser bi rejîmê ve wê berhemên wan bên kirrîn. + +Herwiha mercekî din danî ber cotyaran, û daxwaz ji wan kir ku berhemên xwe ji genim û cih bi çewalên nû bînin navenda kirrînê, û ji ber van mercan û bi sedema buhabûna kirya barkirin û guhestina berheman, û bihabûna nirxê çewalên vala yên nû, cotyar neçar bûn berhemên xwe bifroşin bazirganan, bi nirxekî gellekî erzantir ji nirxê ku Hikûmetê destnîşan kiribû, û li gorî axaftina heman çavkaniyê, bazirganan tona gennim û ceh bi 10 hezarên kêm ji cotyaran kirrîn. + +Niha jî ew bazirganên ku berhemên cotyaran bi erzanî kirrîn, wan berheman bi qaçaxî derbasî Iraq dikin, û ev mesele dihêle ku yedekê genim li Sûrya û bi taybet li navçeya kurdî kêm bibe û buha bibe, û di encamê de ziyanek gellekî mezin digê xelkê, bi taybet ewên pez xwedî dikin ziyaneke mezin li wan dibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzekê ji Asayişa Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Paratina Gel (YPG) , ku bi ser PYD ve tên naskirin, avêtin ser ofîsa şaxê Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û ji berpirsê ofîsê Bedran Misto gotin ku divê ew di çarçoevya 24 seatan de ji Kantona Cezîrê derkeve. +Endamê Polîtburoya PYKS, Fuad Elîko di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, di dema ku şaxê PYKS li Serê Kaniyê dixwest simînarekê derbarê projeya Kembera Erebî de lidar bixe, hêzek ji asayiş û YPG avêtin li ser ofîsê."; +Fuad Elîko got jî ku: ";Hevalên me maseyek danabûn û li sera ala Kurdistan û ala şoreşa Sûriyê danabûn, lê hêzên asayişê ji wan re gotin ku divê alîa şoreşê rakin, ji ber ku ew ala xayînan e."; +Fuad Elîko diyar kir ku asayişa PYD ji berpirsê ofîsa wan li Serê Kaniyê, Bedran Misto xwestine ku arma PYKS ji ser ofîsê bîne xwar û ofîsê bigire ";Lê Bedran Misto ev yek red kir, lewma wê hêzê arma PYKS anîn xwar û ofîs girtin."; +Herwiha Elîko aşkere kir ku wê hêza hevbeş a asayişê û YPG ji Bedran Misto re gotin ku pêwîste di çarçoveya 24 saetn de ji Kantona Cezîrê derkeve ";Lê wî ev yek jî red kir û got ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve."; +Derbarê sedemên li piştî vê bûyera han de derheqê ofîsa PYKS li Serê Kaniyê wî endamê poîtburoya PYKS wiha got: ";PYD dixwaze bi zora hêzê îdareya xwe li ser Tevgera Kurdî bisepîne, me dizanî dê piştî guvaşên li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) dê PYD guvaşê bixe ser partiyên din jî da em îdareya wê qebûl bikin, lê em vê yekê qebûl nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Tenê çend saet di ser serdana wezîrê derve yê Amerîka John Kerry bo Hewlêrê re derbas bûn û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şandeke rêkir Washingtoinê da ku peyama dawî ya Kurdan li ser paşeroja Iraqê bigihîne Koşka Spî. + +Niha Kurd ligel Washingtoinê bi germî li ser xetê ye da ku jê re bêje ku êdî têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê nemaye û sînorê Herêma Kurdistanê jî ne heman sînorê berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞê ve ye. + +Kurd xema wê yekê dixwe ku kî wê bibe bavê Iraqa nû, ji ber bi aşkere ji Amerîka re hatiye gotin ku divê bizanibin êdî nabe Malikî ji Bexdayê hukmê Iraqê bike. + +Niha trafîkeke siyasî li balafirgeha Hewlêrê çêbûye ku ji wî aliyê dinyayê tên da ku Kurdan razî bikin destê Iraqê bigre û ji şerê Sune û Şîa rizgar bike. + +Kurd jî dibêjin ";Divê vê carê ez mala xwe ji wî agirî biparêzim, înca eger ez bikaribim ezê alîkariya Iraqê bikim ku ev 11 salin ez bi nerehetî ligel dijîm û hemû alîkariyên min li dijî min bi kar aniye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- 27emîn salvegera kîmyabranakirina bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê wê li bajarê Hewlêrê bi merasîmekê were bibîranîn. + +Merasîma bîranîna kîmyabarana Serdeştê wê roja şemiyê 28/6/2014 bi beşdariya qurbaniyên kîmyabaranê ku dê ji Serdeştê werin, wê li Hewlêrê birêvebiçe. + +Li gor daxuyaniyeke rêxistina ";Kurdistan bê Cenosayd";, merasîma bîranînê wê saet 2.30 piştî nîvro bi dema Hewlêrê, li hotela Çrwaçira destpêbike. + +Roja 28/6/1987 bajarê Serdeştê ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hat kîmyabarankirin. Li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê di encama kîmyabaranê de 109 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn. + +Encûmena bergiriyê li mafê kîmyabarana Serdeştê dibêje ku nêzîkî 120 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague wê sibê înê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel rayedarên Kurdistanê bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wezîrê derve yê Berîtanya wê sibê serdana Hewlêrê bike û ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Serdana Hague piştî 3 rojan ji serdana wezîrê derve yê Ameîrka John Kerry tê ku roja sêşemê li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd civiya. + +Duh jî hat aşkerekirin ku Barzanî şandeke rêkiriye Washingtonê ji bo ku peyama dawî ya Kurdan bigihîne rayedarên Amerîkayê. + +Rûdaw (Hewlêr)-Komîteya pewendiyên derve yaEncûmenaNşitmaniy aKurd (ENKS) liSerêKaniyê komîteyek saz kir daku derbarê briyara derkirina endamêPartiyaYekîtiyaKurd li Sûriyê (PYKS)Bedran Misto ligel berpirsên YPGê bicive. +Endamekî komîteyê jiToraMediyayî yaRûdawêre ragihand ku ewêîro, Pêcşemê, ligel berpirsêYPGêHisênKoçerbicivin da ku vêbiriyarê behs bikin. +Duh, Çarşemê, hêzekê ji asayşaRojavayêKurdistanê ûYekîneyênParastinaGel "YPGê", k user bi PYD ve tên zanîn, avêtin ser ofîsa şaxêSerêKaniyê yaPartiyaYekîtiya Kurd liSûriyê (PYKS) û ji berpirsê ofîsêBedranMisto re gotin ku divê ew di nava 24 saetan de jiKantonaCezîrê derkeve. +Endamê polîtiburoyaPYKSê,FuwadElîko di daxuyaniyekê de jiToraMediyayî yaRûdawê re ragihand, duh di dema ku şaxê PYKSêliSerêKaniyê dixwest semînarekê derbarê projeya kembera erebî de lidar bixe, hêzek jiAsayiş ûYPGê avêtin li ser ofîsê." +FuwadElîko got jî, "hevalên me maseyek danabûn û li serêalaKurdistan û ala şoreşaSûriyê danabûn, lê hêzênAsayişê ji wan re gotin ku divê ala şoreşê rakin, ji ber ku ew ala xayînane." +FuwadElîko diyar kir kuAsayişê berpirsê ofîsa wan liSerêKaniyê,BedranMisto xwestine ku armaPYKSêji ser ofîsê bîne xwar û ofîsê bigire "lêBedranMisto ev yek red kir, lewma wê hêzê armaPYKSêanîn xwar û ofîs girtin." +Ji aliyê xwe ve berpirsê ofîsa PYKSê BedranMistoku ji wî hatiye xwestin ji Kantona Cezîrê derkeve, ji Rûdawêretekez kir ku ew vê biryarê red dike û ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve. +Di dema tevlîbûna bultena Rûdawê de, Misto diyar kir ku ev biryar li dijî yekrêziya gelê kurd e û nakokiyan gur dike û got di vê qonaxê depêwîstekurd ji derve vegerin Rojavayê Kurdistanê ne ku ji Rojavayê Kurdistanê derkevin derve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Enqereyê ye, îro serê sibehê ligel wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yên Tirkiyê civiya. + +Berî civîna xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê enerjiyê Taner Yildiz civiya. + +Li gor medyaya Tirkiyê, di civînê de ku saet 9ê sibehê pêk hat, serokê MÎTê Hakan Fîdan û şêwirmendê wezîrê derve Feridun Sinirlioglu jî amade bûn. + +Biryar e îro saet 11ê berî nîvro Nêçîrvan Barzanî û Receb Teyib Erdogan bicivin û derbarê rewşa niha ya Iraqê de gotûbêjan bikin. + +Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî çû Enqereyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramê ragihand ku Herêma Kurdistanê biniyaze heta dawiya vê salê rojane 1 milyon bermîl ji petrola xwe bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê. +Aşti Hewramî di daxuyaniyekê de bo ajansa Reutersê ragihand ku, di bernameya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku heta dawiya vê salê rojane 1 milyon bermîl petrol bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê jî. +Hewramî ragihand jî ku, her danûstandinek ligel hikûmeta Iraqê pêwîste li ser bingeha rewşa niha be û pîvan ne heman pîvanên berê bin. +Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê ";Amade ye dahata her barek petrol ligel hikûmeta Iraqê parve bike."; + +Rûdaw (Hewlêr)-Li rojavayê Herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê teqînek li nêzîk xaleke kontrolê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) çêbû. +Duh, çarşemê, li rojavayê herêma Kobanî, motorekî bombekirî bi dedora300 metroyan nêzîkî rêbenda YPGê ya li gundê Qinê ku ew nêzîkî bajarokê Şiyûx e teqiya. +Di encama teqîna motor de, herdu kesên ku lê siwar bibûn, yek hatibû kuştin û yek jî bi giranî birîndar bibû û ew di nexweşxaneyeke bajarê Kobanî de tê dermankirin. +Li gor ku navenda ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Rûdawê re got, YPGê texmîn kiribûn, ku wê ew motor xwe li ser rêbenda wan li gundê Qinê biteqîne, ji ber wê, pêş ku motor bighêje rêbenda wan, YPGê gule berda bûn motor û herdu siwarên wî, pêş ku ew bighêjin rêbenda YPGê, motor hatibû teqandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di şer û pevçûnên li bajarokê Taze li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê de, efserekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn. + +Çavkaniyeke agehdar ji parêzgeha Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî li bajarokê Taze li nêzîk projeya avê, şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket. + +Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku di wî şerî de neqîbekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn. + +Çavkaniyê herwiha got ku niha şer rawestiyaye, lê car car topbparan li navçeyê heye. + +Amed (Rûdaw)- Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (Bakur) PDK yên Amedê li ber avahiya plazaya AZC hatin cem hev û piştgiriya xwe ji bo hêzên peşmergeyên Kurdistanê anîn ziman. + +Ciwanên PDK-Bakur di daxuyaniyekê de gotin ku ";êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî Kurdistanê lîstikên qirêj û provakatif in";. + +Li ser navê ciwanan Murat Ekinci berî daxuyaniyê axifî û got ku ";ewê her tim piştgiriya peşmerge bikin û çekdarên wek DAÎŞê ti carî yê nikaribin bikevin axa Kurdistanê";. + +Herwiha li ser navê ciwanên PDKê Metin Pîran daxuyanî xwend. Piranî diyar kir ku ";Kurdistan ji ber dewlemendiyên xwe her tim ji hêzên koloniyal re bûye nişan";. + +Pîran axaftina xwe wiha domand: ";Dijminên Kurdistanê çi li hundir çi li derveyê welat bila nebêjin û nefikirin ku netewa Kurd bêkes û neçarin. Heta dijmin baş bizane ku hikûmeta Kurdistanê ne bê xwediye û bersiva herî baş ew e ku helwestên netewayetiyî û xwedîderketina fikrên serxwebûnê ne";. + +Di çalakiyê de pankarta ";Kerkûkê dilê Kurdistane"; û ";Pêşmerge ne bi tenê ye"; hatin vekirin û gotin ";Ji bo me ti ferqa Mehabad, Qamişlo, Amed û Kerkûkê nîne";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed diyar kir ku ew dixwazin di vê rewşa niha de rûpeleke nû ligel Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) vekin. Serkirdeyekî PDK-Sê jî mercên wan hene. + +Piştî ku PDK-Sê di destpêka meha nîsanê navbera 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê de hat damezirandin, têkiliyên navbera EGRKê ku PYDê jî di nav de cih digre û PDK-Sê xirab bûn, bi taybet piştî ku çend serkirdeyên wê partiyê ji aliyê hêzên asayiş û YPGê hatin girtin û derkirin. + +Di destpêka vê heftiyê de, şandeke EGRKê li Enqereyê ligel şandeke Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) civiya û li ser çend xalan li hev kirin. + +Derbarê wê civînê de, hevserokê EGRKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Niha nexşeya tevahiya herêmê tê guhertin û ji hemû aliyên kurdî tê xwestin nakokiyên di nava xwe de li deyinin aliyekî";. + +Ebdilselam Ehmed herwiha got ";Ev hevdîtin bê guman wê bandora xwe hebe li ser rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê ku dê çawa were destekkirin û piştgirîkirin û partiyên din ên ENKSê û yên ji dervey her du encûmenan bikaribin beşdar bibin di rêveberiya xweseriyê de";. + +Hevserokê EGRKê herwiha hêvî dike ku ";danûstandinek hebe li ser awayeê despêkirina karê hevbeş û parastijna destkeftên li Rojavayê Kurdistanê";. + +Ebdilselam Ehmed got jî ku ew dixwazin rûpelek nû ya têkiliyan di navbera EGRK û PDK-Sê de bê kirin. + +li hember vê daxwazê de, sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku daxwazin partiya wî û yên ENKSê derbarê destpêkirina karê hevbeş ligel EGRKê xuya û zelal in. + +Mihemed Îsmaîl ew xwestek wiha rêz kirin: ";Divê zemîna danûstandinan peyda bibe û destpêkê yasayên li ser partiyan hatine ferzkirin bên rakirin, dawî li girtina kadiran û binçavkirina wan were û deriyê Sêmalka were vekirin, ango kiryarên hişk li Rojavayê Kurdistanê pêşî divê bêne sistkirin";. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê herwiha got ku ";kengî ev xwestek pêk hatin û bawerî bi karên hevbeş çêbibe, wê demê ew amade ne li ser esasê rêkeftina hewlêrê danûstandinan ligel EGRKê destpêbikin";. + +Derbarê hevdîtina navbera EGRK û PDKê li Enqereyê de, Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ";ew hevdîtin tevî ku tiştekî başe, lê ne civîneke fermî bû û ne di nav xişteya karê PDKê de bû ";. + +Enqere (Rûdaw)- Civîna navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Enqereyê destpêkir. + +Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Erdogan li Enqereyê ye. + +Şanda ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm pêk tê. + +Ev cara yekê ye parêzgarê Kerkûkê hevaltiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike di serdana bo Tirkiyê de. + +Wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî îro ji ajansa Reutersê re got ku di dawiya vê salê de wê Herêma Kurdistanê rojane 1 milyon bermîl petrol bişîne derve û beşek jê dê petrola Kerkûkê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê gihişt bajarê Kerkûkê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî wê li Kerkûkê ligel partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê bicive û derbarê rewşa niha ya Iraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybet de gotûbêj bike. + +Barzanî wê serdana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şer li parêzgeha Kerkûkê jî bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku hêzên pêşmerge ji wan navçeyan nakişin ku hêzên artêşa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola pêşmerge de ne. + +Kerkûk (Rûdaw)- Hêzeke mezin a hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tevî çekên xwe yên giran ber bi gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê ve birêketin. + +Rêveberê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro hêzeke mezin a pêşmergeyên Kurdistanê ber bi eniyên pêşmerge ve hatin rêkirin";. + +Hevdem ligel serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Kerkûkê, hêzeke mezin a pêşmergeyên Kurdistanê ji Hewlêr û Silêmaniyê bi çekên giran ber bi eniyên pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê hatin rêkirin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişt bajarê Kerkûkê û ligel hêzên pêşmerge û aliyên siyasî yên Kerkûkê civiya. + +Barzanî di civîna xwe ya ligel pêşmerge de got, ";Ez amade me ligel hêzên pêşmerge çek rakim";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Her demekê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê, hûnê bibînin bê Kurd çiqasî comerd in";. + +Serokê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku hêzên pêşmerge ji wan navçeyan nakişin ku hêzên artêşa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola pêşmerge de ne. + + + + + + + + + + +Ormiye (Rûdaw) - Rêveberê giştî yê karûbarên avê yê gundên parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, zuhabûna ava gola Ormiyê bûye sedema wê ku ava 70 gundên dora golê şor bibe. Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) yê Bernameya Geşekirinê li Îranê jî dibêje, zuhabûna ava gola Ormiyê guhertina rewşa hewayê nîne. + +Kazim Mihemedî Miqedem, diyar kir, zuhabûna ava gola Ormiyê û kêmbûna baranê bûye sebeba daketin ava bin erdê û vê yekê jî arîşe ji bo ava 185 gundên Ormiyê çêkiriye û da zanîn, ji ber wê jî ew gundên han yan ava xwe imbar dikin yan jî bi tankeran avê dabîn dikin. + +Wî berpirsî eşkere kiriye, ji bona temamkirina pilan û projeyên kişandina ava gundên Ormiyê, ku 80% jê xilas bûye, 24 milyar tûmen ( derdora 8 milyon dolar) pêwîst e. + +Ji aliyekî din, nûnerê NY yê bernameya geşekirinê li Îranê, Gêrî Luîs îro li bajarê Ormiyê beşdarî konferansekê li ser sedemên zuhabûna ava gola Ormiyê û çawaniya zindîkirna golê bû. + +Gêrî Luîs, diyar kir ku yên ku dibêjin guhertina rewşa hewayê bûye sebeba zuhabûn û kêmbûna ava gola Ormiyê, xelet hizir dikin çimkî sedema herî girîng ew e ku xelkê herêmê û yên ku li derdora golê dijîn çawa avê bikar tînin. + +Luîs soz da ku çi ji destî wî were ji bona rizgarkirin gola Ormiyê bike û got, lê mixan di çend salên borî de rêjeyeke zêde ji ava ku dirije nav golê bi mebesta çandiniyê hatiye bikaranîn û heta niha jî ev yek didome lê divê ev av dîsa veger golê. + +Gola Ormiyê, duyemîn gola şor a cîhanê ye ku ji 102 giravên biçûk û mezin pêk hatiye û rûbera wê 570 hezar donim e. + +Li gorî pisporên jîngehê, di nav 5 salên bê de gola Ormiyê dê bikeve rewşa ";sikratê";. + +Mûsil (Rûdaw) – Di encama teqîneke xwekujî de li devera Gogcelîlê ya Mûsilê, 5 pêşmerge birîndar bûn. Her wiha di encama topbarana hêzên Pêşmerge de 15 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin. + +Efserekî hêza Zêrevanî ya Kurdistanê, ji Rûdawê re got, îro danê êvarê derdora saet 18:30 bi dema Hewlêrê, otomobîleke bombekirî li gundê Teyrawe yê girêdayî devera Gogcelîlê ya Mûsilê û li ber bargeheke hêza Zêrvaniyê teqiya. + +Li gorî agahiyên wî efserê kurd, di teqînê de ku xwekujî bû, 5 pêşmerge birîndar bûn. + +Wî efserê pêşmerge da zanîn, piştî teqînê çekdarên rêxistina DAIŞê gundê Elî Reşe ku dikeve aliyê rastê yê devera Bertile, dan ber hawanan lê wan jî bersiva DAIŞê dan û di encamê de 15 çekdar hatin kuştin. + +Ev 2 roj in li rojhilatê bajarê Mûsilê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn heye û ji ber vê yekê bi sedan kes ji xelkê wê deverê neçar mane berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di yekemîn salvegera bûyerên bajarê Amûdê de, malbatên qurbaniyan car din daxwaz dikin ku komîteyeke Kurdistanî ya bêalî lêkolînê bike û rastiyan derxîne holê. + +Di 27ê hezîrana 2013an de 6 sivîlên bajarê Amûdê bi guleyên hêzên YPGê hatin kuştin. YPGê û berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê yekê red nakin, lê dibêjin ku ew bûyer ";komployek"; bû ji bo xirabkirina navê YPGê di nav civaka kurdî de. + +Malbatên her şeş kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek belav kirin û tê de ew bûyer wek ";tawaneke siyasî û exlaqî"; bi nav kirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanca kuştina zilam û zarokên wan ew bû ku ";fitneyeke kurdî çêbibe û derbeyek li tevgera niştimanî ya kurdî bikeve";, lê tekîd kirin ku nabine sedema ti fitneyekê. + +Derbarê hewlên lihevanînê de, malbatên qurbaniyên Amûdê di daxuyaniyê de aşkere kirin ku çend caran hewlên lihevanîna wan û PYDê hatine dayîn û wan avakirina komîteyeke lêkolînê qebûl kiriye, lê heta niha ti bersiva wan nehatiye dayîn. + +Di dawiya daxuyaniyê de malbatên qurbaniyên Amûdê car din tekîd kirin ku ew dixwazin komîteyeke pispor, bêalî û Kurdistanî lêkolînê bike û rastiyan derxîne holê. + +Tevî ku salek di ser bûyeran re derbas dibe, lê heta niha ti lêkolîneke cidî nehatiye kirin. Human Rights Watch jî di raporta xwe ya vê dawiyê de daxwaz kirinbû ku komîteyeke serbixwe lêkolînê di bûyerên Amûdê de bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistinên ciwanan ên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan Konferansa Ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê li dar nexin û ciwanên ser bi PKKê ve wek kelem û asteng dan naskirin. + +Biryar bû konferansa çarem a ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ve li bajarê Helebceya şehdî di vê meha hezîranê de bihata lidarxistin. + +Lê rêxistinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandin ku ";ji ber ciwanên girêdayî PKKê û YNKê razî nebûne tevlî konferansê bibin, lewra biryar hat dayîn ku konferansa çarem neyê lidarxistin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";ew îtîrafê bi ti konferanseke ciwanên Kurdistanê nakin eger ji aliyê ciwanên girêdayî PKKê ve bê lidarxistin";. + +Di sêyemîn konferansa ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê li kampa Domîz li parêzgeha Duhokê de biryar hatibû dayîn ku konferansa çarem a ciwanan ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin. + +Konferansa yekem a ciwanên Kurdistanê li Amedê bêy beşdariya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û konferansa duyem li Hewlêrê hatin lidarxistin. + +Konferansa sêyem beşek li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê û beşek li kampa Domîz a penbarên Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin. +Penaberên Rojava li hemû deveran belav bûne +Penaberekî Rojava ku endazyar e neçar bû ku ji welatê xwe derkeve û xwe bi şêwekarî û mûzîkî li bajarê Antakiya mijûl bike + +Wan (Rûdaw)- Her sal di vê demê de bi 100an kesên biyanî û navxweyî berê xwe didin navçeya Ergîşê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê da ku dîmena xwehildana bi milyonan masî berovajî arasteyê herikandina avê di Gola Wanê de binrêin. +Di vî werzê salê de, melevanî û nêçîra masiyan li Gola Wanê qedexeye ji bo vê mebestê jî Cendirme li derdora golê balv dibin, ji ber ku masî hêkên xwe di bin siya kevirên avê de didanin û carek din ew masî vedigerin nava kurahoya avê. +Piştî ku xelk li Ergîşê li dîmena masiyan dinêrin seyrana xwe li nav xwezaya Ergîşê û dîmenên wê yên balkêş derbas dikin. + + Bedlîs (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê li Bajarê Bedlîsê yekemîn Sempozyûma Bedlîsê hate li darxistin û gelek lêkolîner û akademîsyen jî bi lêkolînên xwe beşdarê sempozyumê bûn. +Sempozyûma Bedlîsê bi amadekariya Koma xebatê ya Akademîsyen û Ramanê hate li darxistin. +Organîzatorên Sempozyûmê, Yaşar Abdulselamoglû vê xebatê ji bo Bedlîsê wek pêdiviyeke jiyanî dibînin û di wê baweriyê de ne ku dê di salên pêşî de jî berdewam be. +Di Sempozyûmê de lêkolîner û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî cîh girt û li ser êş û zextên li dijî kurdayetiyê sekinî. Sempozyum bi nirxandinén akademîsyenan têr tije derbas bû. +Sempozyûm bi wêneyên dîrokî hate xemilandin û di Xana dîrokî El-Emanê de hate li darxistin. Her wiha hate dîtin ku eleqeya xelkê Bedlîsê jî baş bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague gihişte Herêma Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirgeha Hewlêrê ragihand ku William Hague gihişte Hewlêrê û ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. + +Piştî bîsteke din serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê ligel wezîrê derve yê Berîtanya William Hague bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di civîna Barzanî û Hague de dê Berhem Salih jî beşdar be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke asayişê ve hat girtin. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Partiya Yekîtî, ";şeva borî dora saet 12 hêzeke asayişe girêdayî PYDê avêt ser mala endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtî Bedran Misto li Serêknaiyê û ew ber bi cihekî nediyar ve bir";. + +Roja çarşemê ya borî hêzên asayiş û YPGê avêtibûn ser ofîsa ofîsa Serêkaniyê ya Partiya Yekîtî û ji berpirsê ofîsê Bedran Misto re xwestibûn ku ";divê di nava 24 saetan de ji herêma Cezîrê derkeve";. + +Bedran Misto duh pêncşemê tevlî bulteneke Rûdawê bubû û tekez kiribû ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve. + +Ev bûyer piştî wê yekê qewimî ku roja çarşemê sîmînarek li ofîsa Partiya Yekîtî di salvegera projeya Kembera Erebî de hat lidarxistin û asayiş û YPGê ji serpereştyarên sîmînarê xwestibûn ku ala şoreşa Sûriyê daxin xwarê û ruxseta lidarxistina sîmînarê bistînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêvebir a KCKê Cemîl Bayik li ser pakêta çareseriyê axifî û da zanîn ku ewê berê xwe bidinê ka ev yasa çiqasî bersivê dide daxwazên wan û li gorî wê jî ewê helwesta xwe diyar bikin. + +Bayik di hevpeyvîneke rojnameya Ozgur Gundemê de dide zanîn ku ";li Rojhilata Navîn guhertinên pir balkêş çêdibin û dema wan ya rawestanê nîne";. + +Cemîl Bayik di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ";Eger hikûmet bi derxistina vê yasaya nû bixwaze di pêvajoya danûstendinê de xemsariyê bike emê qebûl nekin";. + +Endamê desteya rêvebir a KCK Cemîl Bayik herwiha dibêje ";Li Rojhilata Navîn guhertinên balkêş çêdibin, berpirsyariya pir tiştan li ser milê me ye, dibe ku dema dewlet û hikûmeta Tirkiyê hebe, lê ya me nîne ku em xemsarî û sergiraniyê bikin";. + +Bayik axaftina xwe wiha didomîne: ";Me ev gav neavêtine ji bo ku hikûmeta Tirkiyê wan bike qurbana hilbijartinên serokomariyê û programa xwe bimeşîne, divê ev yek baş were dîtin";. + +Hikûmeta Tirkiyê duh pêşnûmeya çarçoveya yasayî ya pêvajoya aştiyê şande Parlamentoya Tirkiyê û li bendê ye berî parlamento di 1ê cotmehê de bê girtin, ew pêşnûme bibe yasa. + +Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li ser amadekirina çarçoveya +qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriyê got ku ev gaveke dîrokî ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev 3 rojin ku birîndarekî teqîna 14ê Hezîranê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê li sînore da ku li derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir were dermankirin, lê heta niha Tirkiyê rê neday ku ew birîndar derbasî Bakur bibe. +Roja 14ê Hezîranê teqîneke mezin li bajarokê Tirbespiyê pêk hat ku di encam de 17 kesan jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn û birîna hin ji wan giran bû. +Raman Rêber Umer yek ji wan birîndaran bû ku ji ber giraniya birînê wî malbata wî xwestin wî veguhezin nexweşxaneyeke Bakurê Kurdistanê da ku li wir bê dermankirin. +Li gor ku hatiye belavkirin, ev 3 rojin ku Raman û malbata xwe li ser deriyê sînorî yê Dirbêsiyê ne di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û heta niha hikûmeta Tirkiyê rê nedaye ku ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague gihişte Herêma Kurdistanê û li bajarê Pîrmamê ligel serokê Herêma Kurdistanê civiya û civîna wan bi dawî hat. + +Piştî serdana xwe ya duh li Bexdayê, William Hague îro berî nîvro gihişte Herêma Kurdistanê û li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. + +Hague pişt re ber bi bajarokê Pîrmamê ve birêket û li wir ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan destpêkir, civînê nêzîkî saetekê berdewam kir. + +Biryar e piştî civîna Barzanî û Hague, kongreyeke rojnamevaniyê bê lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmamê ragihand ku piştî civîna bi Barzanî re, wezîrê derve yê Berîtanya wê ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bicive. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di civîna navbera Hague û Nêçîrvan Barzanî de wê cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, Berhem Salih û wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî beşdar bibin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku benda 140 a destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî ew li ser wê meselê naxifin. + +Barzanî di kongreya rojnamevanî ya ligel wezîrê derve yê Berîtanya William Hague de, derbarê pirsa ku gelo wê hêzên pêşmerge ji wan navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bikişin yan na de, got ";Ev 10 salin em li benda hikûmeta Iraqê ne ji bo ku pirsgirêka nabçeyên ku nakokî li ser heye li gor benda 140 çareser bikin, lê bê sûd bû";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Li wan navçeyan hêzên hikûmeta Iraqê hebûn, lê ew kişiyan û navçe bi cih hiştin, lewra pêwîst bû hêzên pêşmerge derbasî wan naçeyan bibin ji bo wan biparêze û nehêle ku têkevin destê terorîstan";. + +Barzanî tekîd kir ku benda 140 a destûr hatiye bicîkirin û got ";Li cem me benda 140 a destûr hatiye bicîkirin û bi dawî hat, êdî em li ser vê meselê naxifin";. + +Benda 140 a destûra Iraqê taybete bi çareserkirina rewşa pirsgirêka wan navçeyên Iraqê ku di serdema rejîma Baes de demografiyaya wan hatiye guhertin, bi taybet Kerkûk. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague rola hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û diyar kir ku wan hêzan roleke gellek girîng di parastina ewlekariyê de lîstine. +Piştî serdana xwe ya duh, Pêncşemê, li Bexdayê, William Hague îro berî nîvro gihişte Herêma Kurdistanê û li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. +Hague li bajarokê Pîrmamê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin. +Wezîrê derve yê Berîtanya gotûbêjên xwe ligel Barzanî derbarê krîza ku niha li Iraqê peyda bûye wek ";berhmhêner"; bi nav kir û rola hêzên ewlekariya Kurdistanê bilind nirxand û got ";Hêzên ewlekariya Kurdistanê roleke wan a gelek girîng hebû û qurbanî jî dane, lewra em destxweşiyê li wan dikin";. +Derbarê krîza niha ya Iraqê de, William Hague got ku divê hikûmetek berfeh li Iraqê bê avakirin bi awayekî ku hemû alî tê de cih bigrin û her kest hest bike ku hevbeşiyeke rasteqîne navbera Şîa, Sune û Kurdan de heye. +Hague herwiha bang li hemû aliyên Iraqê kir ku roja 1ê tîrmehê di yekemîn civîna Parlamentoya Iraqê de beşdar bibin. +Wezîrê derve yê Berîtanya bal kişand ku têkiliyên dêrîn û bihêz di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de hene û got ";Em dostê Herêma Kurdistan û Iraqê ne";. +Derbarê rewşa penaberan de, William Hague spasiya Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û got ku Berîtanya alîkarî pêşkêşî penaberan kiriye û amade ye alîkariyên din jî pêşkêş bike. +Wezîrê derve yê Berîtanya tekîd kir ku mafê ti welatekî nîne bêje divê kî bibe serokwezîrê Iraqê û tekîd kir ku ti destêwerdaneke leşkerî li Iraqê nakin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve tê Berîtanya William Hague li Hewlêrê civiyan. + +Piştî civîna xwe ya ligel serokê Herêma Kurdistanê, Hague ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî civiya. + +Di civînê de ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve Berhem Salih, şêwirmendê asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê navxwe Kerîm Şingalî û wezîrê pêşmerge Mistefa Seyid Qadir beşdar in. +Kerkûk (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe li Iraqê, Necat Husên ji hêzên Pêşmerge dixwaze çeperên xwe li derdora Kerkûkê bihêztir bikin û dibêje, ";Me 95% pişta xwe bi pêşmerge ve girêdaye."; +Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê û Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe, Necat Husên li ser binecîbûna hêzên Pêşmerge li Kerkûkê ji Rûdawê re got, her çiqas hemû hêzên Pêşmerge kurd in lê pêşmerge her kesî diparêzin, di van du hefteyên borî de Pêşmerge li Kekrûkê nîşan daye ku tenê ji bona kurdan kar nake çimkî hemû pêkhateyên Kerkûkê diparêze. +Necat Husên, li ser çekdarên turkmanî jî got, hikûmeta navendî hinek ji çek ji me re bi rêya balafirê şandiye û ev yek jî bi rizamendî û haya parêzgarê Kerkûkê hatiye kirin, niha nêzîkî hezar xortên me hene ku ew çek ji wan re hatiye şandin û vê gavê li bajarokê Tûzxurmatû ne. + +Husên eşkere kir ku ew çek ji curên kilaşînkof, BKC, hawan û kelûpelên serbazî pêk hatine û wiha got: ";Lê me 95% pişta xwe bi pêşmerge ve girêdaye. Em spasiya pêşmerge dikin ku hatine Kerkûkê û em jî amade ne li kêleka wan şer bikin."; + +Wî endamê turkman ê Encumena Parêzgeha Kerkûkê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Kerkûkê jî wiha got, ";Ew serdan peyamek bo DAIŞ û terorîstan bû"; û ragihand, Barzanî bi wê serdana xwe ji terorîstan re got ku Kerkûk bêxwedî nîne û gotinên Barzanî peyamek gellek girîng bû ji bo piştrastkirina gelên Kerkûkê. + +Necat Husên wiha domand: ";Qedera me turkmanan bi qedera kurdan re bûye yek. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rijdî Kerkûkê biparêze. Meseleya paşeroja Kerkûkê jî niha nayê çareserkirin ji ber ku divê bimîne piştî vê rewşê."; + +Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe di wê baweriyê de bû ku DAIŞ ti ferqekî naxe navbera pêkhateyên Kerkûkê û êrişî her kesî dike û got, niha dema wê nîne ku nakokiyên siyasî li nav hêzên siyasî yên Kerkûkê de bimîne divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî ji ber ku dujmin êrişî me hemiyan dike çi kurd, çi turkman, çi ereb û şîe û sunnî ferq nake. +Kerkûk (Rûdaw) - Qaymeqamê Kerkûkê radigihîne ,li gor wan amarên ku kom kirine, ji bilî erebên hawirde, niha 25 hezar malbatên aware yên ereb li nav bajarê Kerkûkê ne. Berpirsekî bajêr jî her yekî ji wan awareyan wek ";Bombeyeke mîqatkirî"; dibîne. + +Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAIŞê û grûpên sunnî yên din ên Iraqê ve û nêzîkbûna wan ji Kerkûkê, hejmareke mezin ji malbatên erebên derdora bajarê Kerkûkê berê xwe dan sentera vê parêzgehê. + +Qaymeqamê Kerkûkê Kamîl Saleyî ji Rûdawê re ragihand, ";Tenê di rojên sêşem û çarşema borî de 400 malbatên ereb hatin nav bajêr. Berdewam jî xelk derbas dibin."; + +Piştî êrişa DAIŞê li ser bajarê Mûsilê, nişteciyên vî bajarî wek lehiyê berê xwe dan bajarên Hewlêr û Dihokê. Lê berpirsên van herdu bajaran nehîştin hemû aware derbasî nav bajar bibin ji ber wê jî kamp ji wan re vekirin. + +Derbarê vekirina kampekê bo erebên aware yên Kerkûkê, Kamîl Saleyî got, ";Me serdana ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Kerkûkê kir û me doz li wan kir kampekê bo awareyan vekin. Wan jî biryar dan ku rewşê lêkolîn bikin. Piştre biryar didin kampê vedikin yan na."; +Bi baweriya Qaymeqamê Kerkûkê, hatina wan ereban dê li ser paşeroja Kerkûkê bandor bike û got, ";Em li nav awareyan gerriyan. Hin kes hebûn bi tena xwe hatibûn, ku me ji wan dipirsî kanê malbatên we, digotin ew çûne Bexdayê. Dibe gellek xelk bi vî awayî hatibin."; + +Jêdereke agahdar ji bajarê Kerkûkê ji Rûdawê re got ";Jibilî wê yekê ku nabe polîs kontrola meydanan bi giştî bikin, hêsankariyeke mezin jî bo wan malbatên ereb dibe, da ku li nav bajarê Kerkûkê niştecî bibin. Hinek ji wan malbatên ereb bi rêyên nerast derbasî Kerkûkê dibin."; + +Bajarê Kerkûkê yê dewlemend bi petrolê di serdema rêjîma berê ya Beis de, hate erebkirin. Beşek mezin ji nişteciyên vî bajarî, bi taybetî Kurd û Turkman hatin derxistin û ereb li şûna wan hatin niştecîkirin. Niha jî bajar ji ber şûnwarên erebkirinê dinale. + +Piştî proseya azadiya Iraqê û nivîsandin destûra Iraqê, sala 2005, çarenivîsa vî bajarî û gellek navçeyên din ên Kurdistanê yên ku nakokî li ser hene, ma li hêviya madeya 140 ya vê destûrê. Lê berpirsên Bexdayê, jibilî qerebûkirina hejmara erebên hawirde û kurdên aware, du gavên din ên çarenivîsa madeyê cîbicî nekirin, ku ji serjimêrî û referandomê pêk tên. + +Li gor amaran, rêjîma berê ya Beis a Iraqê piştî derxistina hezarên malbatên kurd û turkman ji Kerkûkê, 26 hezar malbatên ereb ji bajarên orte û başûrê Iraqê anîn û ew li cihên wan niştecî kirin. + +Kamil Saleyî dibêje ";Ji wan 26 hezar malbatan 13 hezar malbatî qerebûya madeya 140 wergirtin. Lê tenê 3 hezar malbat vegeriyan cihên xwe. Herwiha hêj 10 hezar malbatên din li nav Kerkûkê mane."; + +Li gor zanyariyên Rûdawê, heta niha 42 hezar awareyên kurdên Kerkûkê qerebûya madeya 140 wergirtine. + +Berpirsekî îdarî li bajarê Kerkûkê rexne li awayê vê qerebûkirinê dike û dibêje ";Li şûna wê yekê ku berê erebên hawirde qerebû bibin û ji bajar derkevin, vêca zû awareyên kurd qerebû bûn. Ev jî karekî xelet bû."; + +Erebkirin di qalibê awarebûnê de + +Sala 2006an, şerê mezhebî yê (Şîe û Sunnî) gihîşte lûtkeyê. Vî şerî behane da hejmareke mezin ji malbatên ereb da ku li nav bajarê Kerkûkê niştecî bibin. + +Li gor amaran, piştî proseya azadiya Iraqê 25 hezar malbatên aware yên ereb li bajarê Kerkûkê niştecî bûn. Herwiha bi sedema têkçûna rewşa asayişî ya bajarê Mûsil, Tikrît û hinek navçeyên derdora Kerkûkê, pêşbînî dibe ku hatina awareyên ereb bo bajarê Kerkûkê bi rêjeyeke berçav zêde bibe. + +Di dema borî de serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku her malbaltek heta 10 salan li Kerkûkê niştecî bibe, wek welatiyekî vî bajarî tê hejmartin. Lê her zû berpirsên kurd biryara Malikî red kirin. + +Berpirsekî, ku ji ber hestyariya rewşa asayişî ya Kerkûkê nexwest navê wî belav bibe, got ";Hatina awareyan bo Kerkûkê, weke bombeyeke mîqatkirî ye bo paşeroja Kerkûkê. Bi taybetî eger biryareke hevşêweya vê biryara Malikî derkeve û cîbicî bibe."; + +Ev jêder van awareyan wek metirsiyê jî dibîne bo ser rewşa asayişî ya Kerkûkê. Ew girtina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve wek mînakê dibîne û dibêje, ";Xelk ligel DAIŞê li dijî artêşa Malikî rawestiyan. Wan gellek şaneyên razayî dirust kirin. Ti garantî jî nîne ew awareyên Kerkûkê nebin şaneyên razayî û di paşerojê de rewşa asayişî ya Kerkûkê têk bibin, çiku zanyarî gellekî kêm li ser wan awareyan hene. Çi garantî heye ku ew kesê zanyariyan derbarê wan awareyan kom dike ne kevnebaasiyek be, ku çavên xwe li bakgrawinda wan kesan digire."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague got, her çareseriyek li Iraqê bê danîn divê li ser bingeha rewşa nû be. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague kir. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha merc û rewşa ku piştî 10ê Hezîranê bi êrişa rêxistina DAIŞê li ser Mûsilê derketiye holê, hat axaftin û li ser şirîkatî û hevbeşiya hemû aliyên siyasî yên Iraqê di proseya siyasî ya welêt de têkez hat kirin. + +Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serokwezîr Barzanî ji Wezîrê Derve yê Brîtanya re gotiye, êdî rewş û mercên Iraqê bi tevahî hatiye guhertin lewma her çareseriyek ji kirîza Iraqê re were dîtin divê li ser bingeha rewşa nû be. + +Her wiha hat gotin ku her du alî di wê baweriyê de bûn ku arîşeyên Iraqê siyasî ne ji ber wê jî beriya her tiştî divê çareyek siyasî ji kirîzê re were dîtin û şêwazên leşkerî û serbazî bi tena xwe arîşeyan çareser nake. + +Di beşek din a hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê hatiye gotûbêjkirin û Barzanî û Hague li ser bihêzkirina pêwendiyên her du welatan rijdbûna xwe nîşan dane. +Amûdê (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di merasima bîranîna bûyerên Amûdê de gulle bi ser xwepêşanderan de hat avêtin. Her wiha hat zanîn li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî bargeha Partiya Yekitî dest bi ser de hatiye girtin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bona bîranîna bûyerên par ên bajarê Amûdê hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de ku li Goristana Amûdê hat kirin, gulle bi ser xwepêşanderan de hat avêtin. Hat zanîn, yên ku gulle berdana girêdayî Asayişa PYDê bûne. + +Heta niha zirarên vê yekê nayê zanîn. + +Peyamnêrê Rûdawê her wiha da zanîn, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî dest bi ser baregeha Partiya Yekitî de hatiye girtin… + +Li benda agahiyên zêdetir bin... +Rûdaw-(Hewlêr) – Li bajarê Wêranşarê yê Rihayê li Bakûrê Kurdistanê, di malekê de ji ber sedema qontaxa elektirîkê agir bi malê ket û di encamê da 4 kes jehrî bûn. + +Bûyer, li taxa Kişlayê li kuça Usbekenlioglî li mala welatiyê bi navê Eyûp Taş ji ber sedema qontaxa elektirîkê pêk hat. + +Xanî di demek kurt de şewitî û şahidên bûyerê telefonî agirkujîyê kirin ji bo vemirina agir. + +Tîma agirkujiyê mudaxaleya agir kir û kesên li xanî de Emîne, Sultan, Îlknûr û keça yek salî Seda Nûr Taş derxist derê û paşê rakirin Nexweşxana Wêranşarê. + +Berpirsê nexweşxanê got ku endamên wê malbatê jehrî bûne lê rewşa wan baş e. +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja yekşemê (29ê Hezîranê) destpêka meha Remezanê ye. + +Berdevkê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re got, Lêjneya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê biryar da sibê wek dayia meha Şeibanê be û dusibe jî destpêka meha Remezanê be. + +Lêjneya Dîtina Hîvê jî ragihandibû, îşev hîv nedîtine. + +Ji aliyekî din, li welatên Sûdan, Misr, Filistîn, Koreya Başûr jî roja yekşemê destpêka meha Remezanê ye. +Dihok (Rûdaw) – Li kampa Domîzê ya Dihokê, penaberên Rojavayê Kurdistanê li dijî bûyerên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê meş û xwepêşandanek li dar xistin. + +Salek bi ser bûyerên bajarê Amûdê re derbas bû lê hîn jî birînên malbatên qurbaniyên Amûdê nehatiye dermankirin û heta niha jî ";xwîn"; li birînên wan tê. +Xwepêşander nerazîbûna xwe li hember encamderên bûyerên Amûdê ku li gorî wan encamderên Amûdê hêzên PYDê ne, nerazîbûnê nîşan didin… +Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê, di encama êrişa çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. + +Îşev li gundê Elî Reşê yê nêzîkî bajarokê Gobcelî yê Mûsilê, çekdarên DAIŞê bi hawanan êrişî hêzên Pêşmerge kirin. + +Efserekî ji hêza Zêrevanî ya li Mûsilê ji Rûdawê re got, di bûyerê de pêşmergeyek şehîd bû û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên wî efserî, navê wî pêşmergeyê şehîd Kazim Xefûr e û birînên birîndaran jî sivik e. +Hewlêr (Rûdaw) – Partî û hêzên siyasî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bûyerên par ên Amûdê di bin berpirstiya PYDê de hatiye kirin lewma PYD di dereca yekem de berpirsiyar e û divê sûcdar û encamderên vê bûyerê radestî dadgehê bike. PYD jî dibêje, ev bûyer komployek li dijî wê ye. + +Li ser bûyerên Amûdê salek derbas bû lê hêj lêkolîneke bêalî li ser van bûyeran nehatiye kirin û ji ber vê yekê nakokî û bêbawerî di navbera PYD û partiyên din de zêde dibe. PYD van bûyeran weke komployekê binav dike lê malbatên şehîdan û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê dibêjin ku asayiş û YPGê di van bûyeran de sûcdar in. + +Imad Micwil: Kesên ku bi bûyerên Amûdê rabûn derzek di tevgera kurdî de çêkirin + +Endamê şaxê Amûdê yê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Imad Micwil ji Rûdawê re ragihand ku wan weke ENKSê li Amûdê bûyerên Amûdê bibîr anîn tevî ku ev 2 roj bûn ku Amûdê ji aliyê asayiş û YPGê ve dorpêçkirî bû û got ku merasîmên bîranînê baş birêve çûn tevî ku asayişê di saet 5.30an de teqe li asman kirin daku xelkê bitirsînin. + +Micwil ragihand ku ew merasîm ji aliyê şaxê Amûdê yê ENKSê ve hatibûn organîzekirin û têde ji bilî endamên ENKSê, hin eşîre jî amade bûn ligel hevrêzên ciwanan li Amûdê û got ku asayişa Amûdê li dora kombûnê bû daku wan biparêze. + +Micwil tekez kir ku malbatên şehîdan dibêjin ku komkujiya Amûdê li ser destê PYDê pêk hatiye û got ku ew weke ENKSê bi malbatên şehîdan re dixwazin ku komîteyeke lêkolînê were avakirin ji bo eşkerekirina rastiya bûyerên Amûdê. + +Endamê şaxê Amûdê yê ENKSê destnîşan kir ku wan kesên bi bûyerên Amûdê rabûne derzek di tevgera kurdî de çêkirine û got weke ku Ocalan dema ku hat girtin lêborîn ji dayikên Tirk ji bo kuştina zarokên wan xwest, divê PYD lêborînê ji malbatên şehîdên Amûdê bixwaze. + +Li ser gotinên medyaya PKK ku dibêje qurbaniyên Amûdê çekdar bûn Micwil got ku ew kes sivîl bûn weke mînak Mezlûm Qerno ku karker bû û Sead Seyda ku xwendekarê pola 12an bû û got ku " asayişê nikarî ti çekdarên ku behsa wan dike bigre, vêca ji bo çi dibêje ew çekdar in". + +Li ser pirsa ku dibêje ku kesên ew komkujî pêk anîne tên naskirin yan na Micwil ragihand ku hin kes ji wan di şerê Til Hemîs de jiyana xwe jidest dane û hin kes hêj sax in û got " lê dema komîteyeke lêkolîne were pêkanîn wê ew kes bên naskirin û cezakirin". + +Ebdulbasit Seyda: Bila PYD bi mêranî îtirafê bi şaşiyên xwe bike + +Serokê berê yê Encumena Niştîmanî ya Sûriyê û endamê Îtilafa sûriyê Ebdulbasit Seyda ragihand ku ew hêvîdar in ku bûyerên weke yên Amûdê li ti deverên kurdî dubare nebin û got " Bila Salih Mislim bi mêranî bibêje ku tişta wan li Amûdê kir şaşî bû". + +Li ser pirsa ku medyayên PKK dibêjin ku destê wî di bûyerên Amûdê de heye Seyda got ku Amûdê di şoreşa Sûriyê de beşdar e û hevrêza Amûdê karekî mezin di organîzekirina xwepêşandanan de lîst lê PYD ev yek qebûl nake û tekez kir ku PYD dixwaze Amûdê bişkîne weke ku berî niha li Kobanê û Efrînê jî hewla wê yekê dabû bi rêya bûyerên Til Xezal. + +Seyda got ku " Eger PYD ji helwesta xwe piştrast e çima nehişt komîteya lêkolînê ya ku serokê Herêma Kurdistanê pêk anîbû serdana Amûdê bike ?" û tekez kir ku di bûyeran de asayişê nêzîkî 100 laptopan desteser kirin lê ti çek nedîtin. + +Ebdulbasit Seyda di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin komîteyeke bêalî li ser van bûyeran pêk were ji bo eşkerekirina rastiyê. + +Taha Hamid: Bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û PYDê bêaqilî kir + +Nivîskarê nêzîkî PYDê Taha Hamid jî ragihand ku bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û got " Mirov çiqasî nêzîkî PYD be nikare veşêre ku ev bûyer sûcekî mezin bû û PYD berpirsyaretiya exlaqî û ya siyasî jî hildigre". + +Hamid tekez kir ku nabe çalakvanên nêzîkî Itilafê yan ENKSê ji aliyê PYDê ve rastî êrîşan bên ji ber ku ew sivîl in û got kesên ku li Amûdê "şehîd ketine" naskirî ne û her kes dizane ku sivîl bûn. + +Li ser bihaneyên PYD ku behsa destêwerdana derve li Amûdê dike Hamid got ku bingeha siyasî û îdolojî ya PYD û dezgehên ser bi wê ve bi bêaqilî reftarê dikin. + +Hamid destnîşan kir ku PYD şaşiyên xwe didomîne ji ber ku piştî bûyerên Amûdê jî dest bi nefîkirina endamên partiyên kurdî yên din kir weke nefîkirina endamê polîtîbroya PDK-Sê Beşar Emîn û girtina berpirsê partiya Yekîtî li Serêkaniyê Bedran Misto ku heta niha cihê wî nediyar e. + +Taha Hamid got ku ew ji PYD dixwaze ku rûpela şaşiyên xwe bitewîne û lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze lê tekez kir ku ew bawer nake ku PYD vê yekê bike ji ber ku biryar yekalîker ne di destê PYDê de ye lê di destê fermandarên leşkerî yên ku ne ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ne + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li Amedê bi tevlîbûna partî û saziyên sivîl di 89emîn salvegera bidarvekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî piştî mêja înê li ber Mizgefta Mezin a Amedê hate xwendin. + +Li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endamê Hewildana Partiyeke Kurdistanî Nûrî Sinir ve hate xwendin û hate gotin ku ew ti carî ked û tekoşîna Şêx Saîd û hevalên wî ji bîr nakin û bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin. + +Piştî daxuyaniyê girse ji bo ku cihê gora Şêx Saîd û hevalên wî were diyarkirin meşek li dar xistin û li ber Mizgefta Mezin heta ber Qada Deriyê Çiyê meşiyan li vir jî ji bo giyanên Şêx Seîd û hevalên wî Fatîhe hat xwendin û li dera ku Şêx Saîd û hevalên wî hatibûn darvekirin gul hatin danîn. + +Di dawiyê de hate amajekirin ku heta cihê Şêx Saîd û hevalên wî were diyarkirin dê tekoşîna wan bidome. + +Di heman demê de jî rejîma Kemalist jî ku Şêx Saîd û hevalên wî bidarvekiribûn bi tundî hate şermezarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan diyar kir ku nikare ji bo namzediya serokomariya Tirkiyê navekî li ser komîsyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ya HDPê ferz bike. + +Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku serokwekîlên koma partiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk dihat, piştî ku serdana Girava Îmraliyê kir û hevdîtin ligel Ocalan pêk anî, daxuyaniyek da. + +Li gor daxuyaniya HDPê, hevdîtina bi Ocalan re 3 saetan dewam kir û moral û tenduristiya wî baş bû. + +HDPê diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de got ku ";di vê pêvajoya dîrokî de xebat dê êdî li ser bingeheke yasayî bên kirin"; û ev yek jî ";pir watedar dît";. + +Ocalan herwiha got ";Dewletê heta niha ji bo pirsgirêkan bi civakê re şer dikir û diket pêvçûnê. Lê belê dewlet bi vê rastkirinê cara yekê ye yasayekê çêdike ku pirsgirêk di rêya danûstandinan re dê bên çareserkirin";. + +Rêberê PKKê Ji ber vê yekê jî dibêje ku rola vê qanûnê dîrokî ye û dê rêya lihevkirina civakê veke"; û ji hemû civakê xwest ku piştgiriyê bidin qanûnê. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ocalan wiha jî gotiye: ";Ji bo jiyana azad û demokrat a paşeroja Tirkiyê, pir girîng e ku pirsgirêk bi awayekî demokratî û yasayî çareser bibe";. + +Derbarê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, hat gotin ku Ocalan pirsa hilbijartina serokomariyê jî dişopîne û li ser namzedê HDPê yê serokomariyê gotiye ku ";divê ew nûneratiya hemû gel bike";. + +Lê Ocalan di heman demê de tekîd kir ku ew nikare ji bo namzediya serokomariyê navekî li ser komisyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ferz bike. + +Tevî ku hevserokê HDPê gotiye ku amade ye bibe namzedê serokomariyê, lê heta niha HDPê nazmedê xwe destnîşan nekiriye. + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir ku eger Kurdên Başûrê Kurdistanê dewleteke serbixwe rabigihînin Tirkiye dê piştgirî bide vê dewletê û dê dewletbûna Kurdan qebûl bike. + +Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";Tirkiye çavên xwe berdaye petrola Kurdan û ji bo ji vê petrolê sûdê werbigre dê her tiştî qebûl bike";. + +Altan Tan bi bîr xist ku Kurd bi hezaran sal in dixwazin bi Faris, Tirk û Ereban re bi awayekî biratî bijîn, lê ew gel Kurdan qebûl nakin û daxwaza Kurdan a sereke federasyon an jî konfederasyoneke dadperwer û wekhev e. + +Parlamenterê Kurd Altan Tan herwiha got ku ";Eger ew jî neyê qebûlkirin wê çaxê li pêşiya Kurdan ji xeynî ragihandina Kurdistana serbixwe ti rê namîne û Tirkiye jî dê ji bo petrola Kurdan dewleta Kurdan qebûl bike";. +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Tevgera Gorranê serdana baregeha serekî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike. +Şanda Tevgera Gorranê ji odeya peywendiyan û civata niştimanî ya tevgerê bi serokatiya Mihemd Hacî pêkhatiye, herwiha şanda YNK jî bi serokatiya endamê polîtburoya YNK Seidî Pîre ye. +Derbarê armancên vê serdanê de, berpirsê odeya peywendiyan a Gorranê, Miheme Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Mebest ji vê serdanê asayîkirina peywendiyan ligel YNK ye, ku di çar salên borî de peywendî bi PDK û YNK re li ser astê komîteyek taybet bû û ne di astekî baş de bûn."; +Mihemed Hacî aşkere kir ku dibe ku şandeke Gorranê di van rojên bê de serdan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bike ";Bo heman mebestê."; +Navhatî amaje kir ku niha Kurdistanê di qonaxek nû re derbas dibe û pêwîste Gorran têkiliyên xwe bi PDK û YNK re xweştir bike, ku di her 4 salên borî de hin alozî ketibû van peywendiyan de û got: ";Em niha di qonaxek nû de ne, ew qonax jî beşdariya Tevgera Gorranê ye di desthilat û hikumraniya Herêma Kurdistanê de ye, lewma ev qonaxa nû siyaset nû dixwaze."; +Mihemed Hacî aşker kir jî ku ev civîn ne taybete bi pirsa parvekirina postên parêzgeha Silêmaniyê ";Lê dibe ku di çarçoevay gotûbêjkirinê de axeftin li ser vê pirsê bibe."; +Hacî da zanîn jî ku ew niha ";Di danûstandinê de ne ligel YNK bo emncûmena parêzgeha Silêmaniyê û behsa wê yekê tê kirin ku çareseriyek bê dîtin, ku her du alî jê razî bin."; +Wî berpirsê Tevgaera Gorranê aşker kir ku: ";Yek ji bijardeyan ewe ku posta parêzgarê Silêmanî du sal bi du sal birêve biçe, di civîna bê de jî em her du alî dê behsa vê pêşniyazê bikin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Ocalan dibêje ku pêwîste gel bizanibe li Îmraliyê çi çêdibe û çi tê axaftin. + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku wî bi şanda dewletê re nîqaşên gelekî berfereh kiriye û xwest ku pêvajoya ji niha û pê ve bi zelalî were meşandin û gel bizanibe li Îmraliyê çi çêdibe û çi jî tê axaftin. + +Ocalan di rêya endamê şanda HDPê parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken re diyar kir ku bi pesendkirina paketa qanûnên pêvajoyê ti asteng li pêşiya avakirina desteya şopandina pêvajoyê namîne. + +Ocalan diyar kir ku çêkirina bendav û qereqolên nû li Bakurê Kurdistanê zirarê dide pêvajoyê û karê sereke yê desteya şopandinê ewe ku pêkanînên dewletê yên zirarê didin mirovan û xwezayê bişopîne. + +Rêbarê girtî yê PKKê destnîşan kir ku rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ew neçar kirin ku gelekî şervan birêxistin bikin û rewşa ku DAÎŞê li Iraqê peyda kiriye jî ev helwesta wan piştrast kir. Herwiha xwest ku li hember van geşedanên dawî li herêmê hemû tevger û rêxistinên Kurd yekgirtî bin. + +Ocalan aşkere kir ku êrîşên Îranê li ser bingeha parastina gerîlayên PKKê nayê qebûlkirin û got ku pêwîste li hember vê parastina rewa bê pêkanîn, lê ew dixwaze ku kêşeyên heyî di rêya diyalogê re bên çareserkirin. + +Abdullah Ocalan da zanîn ku wî nameyekî berfereh ji rayedarên KCKê re nivîsandiye û ber bi temambûnê ye û di demekî nêzîk de ewê radestî şanda HDPê bibe. + +Şanda HDPê ku ji Îdrîs balûken û Perwîn Buldan û Sirî Suereya Ondaer pêk diha, roja 26ê Hezîranê li girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kipêkanîbû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî di daxuyaniyekê de dibêje ku yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd erkekî şerhî ye. + +Elî Qeredaxî daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Başûrê Kurdistan û Iraqê de belav kir û tê de daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di pirsên niştimanî de helwesteke wan a kurdî û niştimanperwerî hebe. + +Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman herwiha tekîd li ser yekrêziya gelê Kurd û yekîtiya gotar û helwesta kurdî li dijî dijminên gelê Kurd kir û ji serkirdatiya siyasî ya Kurd xwest ku di asata berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de bin û li hember pîlanên derve yek helwest û yekgirtî bin. + +Qeredaxî kontrolkirina navçeyên Kurdistanî li dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge de wek ";derfeteke dîrokî"; dide zanîn ji bo ku ew navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê. + +Derbarê rewşa Iraqê de jî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku nehêlin sîtemkarî li dijî ti netewe û pêkhateyeke Iraqê bê kirin, îçar çi Şîa yan jî Sune be. Herwiha got ku pêwîste danûstandin li gel kesên lîbralî ji her du aliyan berdewam bike ji bo aramî û edaletî li Iraqa Nû peyda bibe. + +Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji desthilatdarên Bexdayê jî xwest ku li mafên rewa yên gelê Kurdistanê mukir derkeve. + +Celawla (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, berî nîvro li navçeya Celewlayê bombeyek bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqiya û ti ziyanên mirovî lê neketin. +Peyamnrêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Celewla ragihand ku: ";Teqîn bi riya bombeyek çandî bû û otombîleke Hêzên Pêşmerge ji xwe re kiribû armanc."; +Herwiha peyamnêrê me da zanîn ku: ";Efserekî Pêşmerge û 2 piledarên din ji lîwayê 3 yê bejayî di nava otombîlê de bûn, lê ti ziyan negiha wan."; + + Enqere (Rûdaw)- Malbatên girtiyên nexweş di çalakiyên xwe de berdewam in û ew hêvî dikin ku hikûmet di proje yasaya nû ya di derbarê proseya aştî û çareseriyê de cih dibe daxwazên wan jî. +Bi wê armancê malbtaên girtiyên nexweş li ber derê Parlamentoya Tirkiyê çalakiyek li darxistin. di gel komeleya mafê mirovan û çend komele û saziyên din parlementerên HDP ê jî piştgirî da çalakiya malbatan. +Parlementerê HDPê Îbrahîm Binicî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşker e kir ku proje yasaya nû de mijara girtiyên nexweş cih nagireû got: ";Ew tiştekî cuda ye. di rojeva me ye em dê her roj bînin gundema meclisê. Lê ev tiştekî cuda ye."; +Malbatan jî daxwazên dubare kirin û ji hikumet daxwaz hate kirin ku şert û mercên girtiyên nexweş bên guhertin û ji bo dermankirian wan ew serbest bên berdan +çalakvanekî di nava çalakiyê de wih ji Rûdawê re got: ";Zarokê min di hepsê de ne . nexweş in. yanî em dixwazin bên berdan. Yanî zilamê min 22 salin di hepsê de ye. nexweş e. di çavan de , di çukan de, bi her hawî nexweş e."; +Ji bo vê çalakiyê ji bakurê kurdistanê jî gellek malbat hatin enqere ku pirranî zarokên wan ji ber doza PKKê di girtîgehan de ne. + +Amed (Rûdaw)- Li Amedê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişber her diçe zêde dibe û ev yek weke metirsiyeke civakî derdikeve pêş. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 81 sazî û dezgehên sivîl li hemberî bazirganên madeyên hişber biryara têkoşînê dan û platformek hevbeş ava kirin. +Hevşaredarê Amedê, Firat Anliji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje: ";Îro me bang kir. Ew ên ku tiryakê çêdikin, difiroşin û debara wî dikin, di vê xebatê de ne em şermezar dikin. Ev ne kurd in, ne welatparêz in, ne însan in û ne xwedî şeref in."; +Pêkhateyên Platforma Têkoşîna Li Hemberî Madeyên Hişber, dibêjin li Amedê temenê bikaranîna van madeyan pir daketiye û divê pêşî li vê yekê bê girtin. +ji aliyê xwe parlamenterê HDP Altan Tan di vê barê de dibêje: ";Li Kurdistanê ev pirsgirêkeke mezin e. Temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye sala 8'an. Ev talûkeyeke gelek mezin e."; +Hevşaredarên Amedê jî di civînê de biryar dan li hemberî kesên van madeyan bi kar tînin û difiroşin şaxeke taybet ava bikin û têkoşîna xwe bi awayeke zanistî û civakî bimeşînin. + +زۆربهی خهلكێ باژێڕی دزانن كو نۆبهتا پانزینێ 2 تا 3ێ كیلهمهتران ژی درێژ دبیت ئهگهر نهپتر ژی، لێ ههمی ئاگههداری رهوشا شۆفێرێن تهكسیان نینن، پشتی دهمژمێر ئێك و نیڤه شهڤێ تیمێ (تۆڕا میدیایی یا رووداو) سهرا وان شۆفێران كر و بۆ ماوهكی هۆگریا وان كر. +ئازاد سێ ههیڤه خێزان پێكئینایه، دناڤ كورداندا زاڤایێ ساڵێ بزهحمهت شهڤێ ل جههكی بمینیت و نهڤهگهڕیتهڤه، لێ ئهو نهچاره، چونكی وی تهكسیا خۆ یا ب قست كڕی و نوكه ئهو 8هزار دولاراێن كۆمپانیا تهكسی ژێ كڕی قهرن ل نك وی. +نشوان حسێن، كو ئێك ژشوفێرێن دنوبهتێدایه گوتی:"ئهز ئێڤاری یێ هاتیم ئهزیێ چوویمه وێراههنێ ، و واههههههههههه سرا لكیڤه؟ ئهگهر ئهز سپێدێ ژی هاتبام دا ههر ل ڤارا بم. بهختێ خۆدێ چارهكێ لمه بكهن، بخودێ من تهكسیا بقست كڕی و دهفتهرهك من یادای هێشتا 80ورههقهیێت ماین ههیڤێ 5 وهرهقا قستی ئهز ددهم بڤی رهنگی دێ چاوا دهین ئهگهر پانزین نهبیت ئهم شول بكهین". +نه ئهو تنێ زۆربهی شۆفێرێن تهكسیان نهچارن بشهڤ و رۆژ دنۆبهتادا بمینن و بشهڤ ژی دناڤ ئۆتۆمبێن خۆدا دنڤن، هندهكا هزرهكا كیرتر ژی كریه و نڤینێن خۆژی ئیناینه و هندهك ژی بشێوهكێ دیتر خۆ مژیل دكهن. ئهوێن گهلهك نهچارن ژی هندی فڕهكا پانزینی ههبیت وهكی كورد دبێژن "بههردوو ملا دبهزن" بێهنهكێ نۆبهتێ دگرن و بێهنهكێ كولان كولان ل كاری دگهڕن. +رمچان حبیب، دبێژیت :"ئهم بهرا ددانین دچینه كاری حهتا پانزین خلاس دبیت، ئهم نهچارین پانزین ژی یا كریه كت و چووت، و دوو سێ رۆژا ژی جارهكێ تنێ 30 لیترا ددهن ئهڤه كێمه و مرۆڤ ل سیكێ دچیت، دێ نهفهرهكی راكهی دێ دههـ خۆ هاڤێنه بهرسینگا ته برا مرۆڤ دێ ئێكی گههیننیت و مرۆڤ نهشێت پارهكێ زێده ژی ژێ وهربگریت ، چونكی دێ بێژن مان ێبسێ هزارایه، گوننههه". +قهیرانا پانزینێ ئا ژئهنجامێ رهوشا مووسل و ناڤهڕاستا عێراقێ چێبووی كو پانزینا پێتڤی بۆ ههرێما كوردستانێ ناهێـت، وهكریه هندهك خهلك ژ خهم و تۆڕهیێ تژی ببیت. +احمد مهدی صالح، كو ئهو ژی شۆفێرێ تهكسیێیه و ل سرایێ بوو تاسپێدێ، گوتی: "مرۆڤ خودانێ گازێ بیت و مرۆڤی پانزین نهبیت و بهس". +شۆفێرێن تهكسیان چونكی بهشهكن ژ وێ چینا خودان داهاتهكێ نهجێگر لهو ههمی هیڤیا وان ئهوه حكومهت بچاڤهكێ تایبهت سهحكهته تهكسیان و پانزیخانێن پانزینێ ددهنه وان زێدهكهن و بهشێ وان ژی ژ پانزینێ زێده بكهن. +..."دبهرێدا كاروانی بشهڤ و رۆژا قوناغا رێكهكێ دبڕی نهچار بشهڤ لجههكی پالدهت و دنڤست، بهلێ نوكه بههمان شێوه شوفێرێن تهكسیان بشهڤ رۆژ بڕێڤهنه لێ نهكو دابگههنه جههكی، بهلكی دا 30 لیترێن پانزینێ وهربگرن، ئهو ژی ئهگهر گههشتێ"... + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de ragihand ku ewê referandomê li wan navçeyan bikin û raya xelkê bistînin. + +Mesûd Barzanî derbarê benda 140 a destûra Iraqê ku girêdayî diyarkirina çarenivîsa wan navçeyên Kurdistanî ye, daxuyaniyek belav kir. + +Barzanî derbarê wê benda destûrî de wiha nivîsandiye: ";Dema me benda 140 pesend kir wateya vê yekê ne ew bû ku gumana me ji Kurdistanîbûna wan navçeyan heye, lê me xwest ew pirsgirêk di rêya yasayî, şatiyan û destûrî re bê çareserkirin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje ";Piştî 10 salan ji bendewariyê, hikûmeta Iraqê pêgirê cîbicîkirina wê bendê nebû";. + +Derbarê hebûna hêzên pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanî de, Barzanî diyar dike ku ";hebûna pêşmerge li wan navçeyna ne tiştekî nû ye, ji sala 2003yan de pêşmerge bi hevbeşî ligel artêşa Iraqê û li hinek cihan bi tenê jî beşek ji wan cihan diparast û li hin navçeyan jî artêşa Iraqê erka parastin li ser milê wan bû";. + +Barzanî herwiha nivîsandiye ku ";Piştî bûyerên vê dawiyê, artêşa Iraqê paşde kişiya û ew navç bi coih hiştin û hêzên pêşmerge jî ji bo sînorên Kurdistanê û milk û malên xelkê biparêze û rê li pêşketina terorîstan bigire, erka parastina wan cihan girte stûyê xwe";. + +Serokê Herêma Kurdistanê behsa encamdana referandomê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dike û dibêje, ";çûna pêşmerge bo wan navçeyan nayê wateya ku Kurd li wan deveran xwe bi zorê bide qebûlkirin. Lê emê bi referandomeke zelal raya akinciyên wan deveran werbigirin û hurmeta raya wan jî bigirin û emê pê ve girêdayî jî bimînin. Ji ber wê jî pêwîst nake êdî behsa madeya 140 were kirin yan jî li ser wê maddê pirs were kirin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serkonsulê Fransa li Herêma Kurdistanê, Alan Gêbaxt diyar kir, biryara serxwebûnê dê ji aliyê gelê kurd ve were dayîn çimkî kurd ziman, xak û hikûmeta xwe heye û wiha got: ";Bijî gelê kurd";. + +Serkonsulê Fransa li Hewlêrê, Alan Gêbaxt di bersiva pirsa Rûdawê de ku gelo Fransa dê pişta serxwebûna Kurdistanê bigire? Got, ez mîna dîplomatekî jêhatî bersiva vê pirsê didim û bersiva min jî ev e: bijî gelê kurd. + +Alan Gêbaxt ku beşdarî merasima vekirina markêtekî li Hewlêrê bû, diyar kir, niha pirraniya dîplomatan û gelê kurd behsa serxwebûna Kurdistanê dikin lê ez wek serkonsulê Fransa li Kurdistanê piştgiriya Iraqeke federal û demokratîk dikim lê di heman demê de em hurmeta biryara gelê Kurdistanê jî digirin. + +Serkonsulê Fransa li Kurdistanê her wiha ragihand, kurd zimanê xwe xaka xwe û dewleta xwe heye vêca li ser wan maye ka dê çi biryarê bidin û qedera xwe çawa diyar bikin. +Amed (Rûdaw) – Di çarçoveya doza KCKê de, parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji sala 2009an ve hatibû girtin, hat berdan. + +Duyemîn dadgeha cezayê giran a Amedê, biryara berdana parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û Husamedîn Çîçek da. + +Di biryara dadgehê de hat gotin ku heyama girtina Dîcle û Çîçek ku ji sala 2009an ve girtî bûn, li ber çavan hatiye girtin û biryara berdana wan hatiye dayîn. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Amedê, niha gellek kes li ber deriyê zîndana ku Dîcle û Çîçek tê de ne kom bûne û li benda derketina wan in. + +Bi berdana Hatîp Dîcle û Husamedîn Çîçek re hejmara girtiyên KCKê li Amedê daket 35an. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, 27emîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve hat bibîranîn. + +Saziya Kurdistana Bêjenosîd bi alîkariya Fermangeha Saziyên Sivîl a Herêma Kurdistanê merasimk ji bo bîranîna 27emîn salvgera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê li dar xist. + +Di merasimê de ku îro danê êvarê li salona civînan a Hotêl Çarçira ya bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, komek çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha hejmarek mexdûr û birîndarên kîmyabarana Serdeştê beşdar bûn. + +Di nav birîndar û mexdûran de bavê bi navê Mam Qadir jî hebû ku li bajarê Serdeştê wek ";Omerê Xawer ê Serdeştê"; tê nasîn. + +Di merasimê de alîkarê serokê Encumena Parastina Birîndarên Kîmyabarana Serdeştê, Salih Ezîzpûr axaftinek kir û ragihand, gelê kurd aştîxwaz e û dixwaze vê peyama xwe ji hemû cîhanê re ragihîne. + +Salih Ezîzpûr li ser navê mexdûr û birîndarên kîmyabarana Serdeştê, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, li pey doza kîmyabana Serdeştê li dadgehên navdewletî biçe. + +Her wiha hat xwestin ku deriyê sînorî yê Kêlê yê navbera Serdeşt û Silêmaniyê de bibe deriyekî navdewletî. + +Di dawiya merasimê de hinek malbatên mexdûr hatin xelatkirin. + +Hat zanîn, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê jî hatibû vexwendin lê ti kes ji wê wezaretê beşdarî merasimê nebibû. + +Bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê 28ê Hezîrana 1987an ji aliyê rêjîma wê demê ya Beis a Iraqê ve hat kîmyabarankirin ku di encamê de herî kêm 110 kes mirin û derdora 8 hezar kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Mûsilê, 3 xortên kurd ji aliyê çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê ve hatin gullebarankirin û kuştin. +Li gorî agahiyên ku ji hêza 2 a Zêrevaniyê ya Herêma Kurdistanê gihîştiye Rûdawê, çekdarên DAIŞê li gundê Tebreq Ziyaretê yê girêdayî bajarokê Bertile yê Mûsilê, 3 xortên kurdên şebek kuştin. +Li gorî agahiyan, ew xortên kurd li ber mizgefta gund hatine gullebarankirin û cenazeyên wan jî li ber deriyê mizgeftê hatine avêtin û heta niha jî malbatên wan newêrin herin cenazeyên zarokên xwe werbigirin. +Navên wan xortên kurd wiha ne: Izzet Maşallah, Hamîd Cemîl û Şakir Mihemed ku tê gotin Hamîd Cemîl pêşmergeyekî YNKê ye. +Wî jêderî her wiha da zanîn, duh jî li devera Gopcelîlê ya Mûsilê çekdarên DAIŞê sê caran êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê bi tundî bersiva wan hat dayîn. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku di çarçoveya doza KCKê de girtî bû û biryara berdana wî îro hat dayîn, ji zîndanê derket. +Duyemîn dadgeha cezayê giran a Amedê, îro biryara berdana parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û alîkarê berê yê şaredarê Baxlara Amedê Husamedîn Çîçek ku ji sala 2009an ve bi tohmeta endamtiya KCKê hatibûn girtin, da. +Li gorî agahiyan, Dîcle û Çîçek demek kurt piştî biryara dadgehê ji zîndana Tîpa Dê ya Amedê derketin û ji aliyê parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên saziyên sivîl û xizm û hevalên wan ve hatin pêşwazîkirin. +Li ber deriyê zîndanê, hevşaredarê Amedê Firat Anli xelata ";Aştî, Dostanî û Demokrasiyê"; ya ku ji aliyê Odeya Tabîbên Amedê ve hêjayî Hatîp Dîcle hatibû dîtin, da destê Hatîp Dîcle. +Dîcle jî axaftinek kir û spasiya kesên ku pêşwaziya wî kirine kir û got, birastî jî ez ji berdana xwe kêfxweş nebûm ji ber ku bi dehan hevalên min hîn di zîndanê de ne. hûn rastiyê bixwazin dilê gellekî tijî ye lê ji ber xatirê meha Remezanê û ji ber xatirê gava vê dawiyê ya hikûmetê ez naxwazim zêde tiştekî bêjim. +Hatîp Dîcle bang li dewletê jî kir, ji bona berdana hemû girtiyên siyasî yên kurd û Ocalan her wiha daketina gerîlayên PKKê ji çiyê çi pêwîst bike bê kirin û got, her wek em çawa duh di xizmeta gelê xwe demokrasiyê de bûn emê ji vir û şûnde jî li ser vê rêçê bimeşin û bila gumana ti kesî ji vê tinebe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bi tundî gef li çekdarên û ";komên terorstî"; ên mîna DAIŞê xwar û ragihand, hêzên parastina Herêma Kurdistanê bisebr in lê bizebr in . +Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji roja 10ê Hezîrana îsal ve hinek komên terorîst gellek caran û li cihên cur bi cur ên Kurdistanê ve êrişî hêzên pêşmerge û hêzên din ên parastina Herêma Kurdistanê dikin û deverên ku xelkê sivîl lê dijîn jî didin ber topan. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herî zêde çekdar û komên terorîst li deverên mîna Celewla, derdora Kerkûkê, Tûzxurmatû, Hemdaniye, Qereqûş, Rebîe, Şingalê û htd… êrişî hêzên pêşmerge kirine, bi taybet vê dawiyê li devera Hemdaniyê zêdetirî 15 caran êrişî pêşmerge kirine û jibilî vê deverên sivîl jî didin ber topan. +Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê de bi tundî gef li komên terorîst û rêxistina DAIŞê xwariye û wiha ragihandiye, ";Hemû hêzên parastina Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve xaka Kurdistanê diparêzin lê bila ew komên terorîst bizanin ku hêzên parastina Herêma Kurdistanê bisebr in lê bizebr in."; +Piştî ku çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî Mûsilê û hinek deverên din ên bakûr û rojavayê Iraqê kirin, artêşa Iraqê ji gellek deveran vekişiya û hêzên Pêşmerge jî ew valahiya ewlehiyê tijî kirin. +Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên leşkerî yên Herêma Kurdistanê, heta niha Pêşmerge nektiye pozîsyona êrişê li dijî DAIŞê lê heta niha gellek caran çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Eniya Turkmanî ya Iraqê (ITC) serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Kerkûkê wek ";serdana berpirsekî iraqî"; bi nav kir û ragihand, çimkî Kekrûk parêzgehek iraqî ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja 26ê Hezîrana îsal serdana bajarê Kerkûkê kir û bi hemû hêz û aliyên siyasî, leşkerî û sivîlên parêzgehê re rûnişt. + +Barzanî, li ser rewşa Kerkûkê got, êdî madeya 140 a Destûra Iraqê bicîh hatiye û nabe êdî ti kes li ser vê yekê tiştekî bêje çimkî emê referandomê bikin û raya hemû gelên parêzgehê bigirin. + +Eniya Turkmanên Iraqê li serdana Barzanî ya Kerkûkê û daxuyaniyên wî li ser madeya 140 daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî ku tabûra 12an a artêşa Iraqê li Kerkûkê nema valahiyek ewlehiyê li parêzgehê çêbû û rewşa parêzgeh derbasî qonaxeke hestiyar bû ji ber wê jî niha divê hemû xelkê Kerkûkê bi hev re bibin yek û rûhê biratî û pêkvejiyana aştiyane bihêz bikin da ku ji vê qonaxê derbas bibin. + +Eniya Turkmanên Iraqê her wiha serdana Barzanî ya Kerkûkê jî mîna serdana berpirsekî iraqî bi nav kir û ragihand, çimkî Kerkûk parêzgehek iraqî ye û wiha anî ziman: ";Daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê xelkê Kerkûkê bi taybet turkmanên wê derê dilgiran kiriye, ji ber ku dibe sedema alozbûna pêwendiyan."; + +Li gorî wê hêza siyasî ya turkman ku nêzîkî Tirkiyê ye, standina biryarên xweser û siyaseta piştguhxistina aliyên din Iraq anî vê rewşê ji ber wê jî eger tiştekî wisa dîsa were kirin heman rewş dê li Kerkûkê jî derkeve holê. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li dijî bendava ku li ser Çemê Taxarê tê çêkirin, niştecihên navçeya Çemîşgezeka Dêrsîmê digel beşdariya hemû partiyên siyasî, bawerî, çîn û tebeqeyên cihê cihê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. "Çemîşgezekî bi BDPyî, AKPyî, MHPyî û CHPyiyan; bi Elewî, Sunî, Kurd, Tirk, Şavaxiyan re li dijî HES û bendavan e. Ji ber ku Taxar a me hemûyan e. Taxar, ava jîna me ye. Têkoşîna ji bo Taxarê, ji me re anor û rûmet e." +Li ser Çemê Taxarê yê ku di hundirê navçeya Çemîşgezekê re derbas dibe, niştecihên navçeyê bi tevahî li dijî bendav û Santralên Hîdro-Elektrîkê (HES) xwepêşandaneke pirotestoyî li dar xistin. Lijneya Wezîran demeke berê der heqê cihê ku bendav tê çêkirin, biryara mîrîkirinê da. Ger ev bendava, li ser Çemê Taxarê bê çêkirin, şikeftên ku ji dema Ûrartûyan mane û heta niha jî ji aliyî Pîrên baweriya Raya Heq ve wekî xelwetgeh tên bikaranîn, di bin avê de dimînin. Bi taybetî jîngeha pezkuviyên ku ji aliyê dêrsîmiyan ve pîroz tên dîtin û jîngeha ajelên din jî, dê bi vê bendavê re têk biçe. Herêma Dêrsîmê ya ku bi sedan pincar û nebatên ku hîna nehatine tomarkirin û parastine ve tije ye û cihên dîrokî ji nav biçe. +Girseya ku li cihê ku tê payîn ku bendav bê çêkirin li hev civiya, heta Meydana Cûmhûriyetê ya navenda navçeyên xwepêşandanek bi hişyariya ku 'Taxar azad e, dê azad biherike', bi rê ve çû. +Li vir li ser navê girseyê Berdevkê Pilatforma Hevgirtinê ya Çemê Taxarê Hakan Gokalp daxuyanî xwend. Gokalp, di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo bicîwarbûna mirovan li Çemîşgezekê hokara/hêmana herî bingehîn Çemê Taxarê ye. Gokalp, wiha domand: "Ji ber ku her tim jiyan û şaristanî li pey avê çûye, li ser rêç û şopa avê ava bûne. Ev rewş û zagona xwegir a dinyayê ye. Kêmanî, girêdaneke me ya hezar sale bi Taxarê re heye. Bi Taxarê re heyîn û bûnewariya me derketiye meydanê. Taxar ji me re bûye çavkaniya jiyanê. Em zarokên Taxarê ne û bi ya Xwedê Taxar jî ya Çemîşgezekiyan e." +Gokalp di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di van çend salên dawî de li ser Çemê Taxarê fêl û fişûr, dek û dolabên genî tên gerandin. Gokalp, di vî warî de wiha pê de çû: "Çavkaniya jiyana me Çemê Taxarê ku bi hezaran sal e, azadane diherike; niha dixwazin bi boriyên hesinî, bi bendavan bixeniqînin û bimiçiqînin." +Berdevkê Pilatforma Hevgirtinê ya Çemê Taxarê Hakan Gokalp derbirî ku ger bendav bê çêkirin; Pira Taxarê ya dîrokî, şikeftên pir dêrin û kevnar tên hilweşandin û wêrankirin. Herwiha Gokalp, got ku li dinyayê degme cih hene ku pezkuvî û mirov di navhev de bijîn, lê ev bendav vê pîrozweriyê diherimîne. Gokalp, çêkirina bendavê wekî zordestî û komkujî bi nav kir û di vî warî de wiha axivî: "Bi HES û bendavan re kûçikên avê ku cisn û celebên wan di hemû dinyayê de li ber wendabûyînê ye, pezkuviyên bimbarek, remza navçeya me kewên gozel, hemû ji nav diçin. +Gokalp, patronên HES û bendavan, sermiyandar mîna 'ketî û rûreş' bi nav kir û got: "Ji bo çêkirina bendavek, divê rapora ÇEDê hebe. Ev rapor çi ye, hûn dizanin? Wate, pêwîst e ji bo çêkirina bendavê raya xelkê wê deverê were sitandin. Lê niha hemû çemîşgezekî li vir in, li dijî HES û bendavê ne. Ka qaşo, diviyabû bi erêkirina xelkê deverê bendav bê çêkirin." +Gokalp, bang li rayedarên dewletê jî kir û got: "Birêz Wezîrê Hawîrdor û Bajaran, Wezîrê Av û Daristanan, Birêz Serokwezîr tika ye dengê çemîşgezekiyan bibihîzin. Li Çemîşgezekê raporên ku ji bo çêkirina bendavan hatine çêkirin, hemû binvala û derew in." +Piştî daxuyaniyê, girseyê li ber def û zirneyê govend gerandin û piştre hêminane belav bûn. + + +Amed (Rûdaw) – Piştî 84 salan û bi destpêkirina meha Remezanê re mizgefta (mescid) dîrokî ya Merwanî yak u li nav Sûra Amedê de hatiye çêkirin, dîsa hat vekirin. + +Di Kela Amedê de bi tenê mizgeftek heye ûew jî Mizgefta Merwanî ye ku li ser bircaDeriyê Çiyê yê Sûrêhatiye çêkirin. Mizgefta Merwanî piştî 84 salan îsal bi destpêkirina terewîhan ve dîsa hat vekirin. + +Miftiyê BajêrNîmetullah Erdogmuş derbarê mijarê de daxuyanî da AAyê û diyar kir ku mizgefta Merwanî cihekî gellek girîng û dirokî ye ûji ber ku niha azad bûli Amedê terawîha ewil a Remezanê li vê mizgeftê kirin. + +Erdogmuş bibîr xist ku Merwaniyandi navbera sedsalên 10 û 11an de bi qasî 100 salî li Amed û derdora wê hikum kirin ûkurdanrêveberiya wê ava kir û anî ziman ku di wê demê de ji bo ku leşker nimêja xwe bikin ev mizgeft di bircê de hatiye çêkirin. + +Erdogmuş destnîşan kir ku demeke dirêj wek mizgeft hatiye bikaranîn lê belê di dewra Komara Tirkiyê de ji bo tiştên din hatiye xebitandin. + +Erdogmuş diyar kir, ji bo ku mizgeft di meha Remezanê de bê vekirin zehf zêde hewl dane û wiha pê de çû: "Vira bi mîhraba xwe, mîmariya xwe û her aliyê xwe ve mizgeft e. Derheqê vê de çavkaniyên dîrokî hene. Di dewra komarêde ji bo karên din hatiye xebitandin. Mirov nikare vê îzah bike. Niha mescid wek berê bû mizgeft. Nêta me hebû ku me li qatê ser nimêja terawîhê bikira lê niha nebû lê înşallah demekêemê li wir nimêj bikin. Dilê vê bircê mescid e." + +Erdogmuş eşkere kir ku di bircan de mizgefta ewil Mescida Merwanî ye û paşê piştî 150 salî şûnda mizgefta Hz. Omer di bircan de hatiye çêkirin. + +Di kîtabeya mescidê de hatiye nivîsandin ku mescid bi destê Hikumdarê MerwanîEbûNasir Mihemed Bin Cehîr ve di sala 1056an de hatiye çêkirin. Wisa tê zanîn ku di kela Amedê de bi tenê mescidek hatiye avakirin û ew jî Mescida Merwanî ye. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 15 xwendekarên pola 9an yên herêma Kobanî ku ew di 29 gulana borî de li ser rêya Helebê girtibûn, duh li bajarê Munbicê serbest berdan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh 15 xwendekarên Kurd ên li Munbicê ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin hatin berdan. + +Tevahiya hejmara xwendekarên girtî li cem DAÎŞê li bajarê Munbicê, 143 xwendekar bûn, piştî berdana 15an ji wan niha 128 xwendekar hîn girtî li cem DAÎŞê mane. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hejmara tevahiya girtiyên ji herêma Kobanî li cem DAÎŞê di navbera 350 heta 400 kesî de ye. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku ";berdana wan xwendekaran wek gavekê ye ji bo avakirina baweriyê di navbera DAÎŞ û YPGê de da ku hemû girtiyên Kobanî bi dîlên DAÎŞê re werin guhertin. + +Her li gor zanyiyariyên ku peyamnêrê Rûdawê li Kobanî dane, li bendê ye YPGê jî çend dîlên DAÎŞê li hember berdana wan 15 xwendekaran serbest berde. + +Danûstendina di navbera DAÎŞê û YPGê de li ser pevguhertuna girtiyên Kobanî bi dîlên DAÎŞê re di rêya 2 komîteyên sivîl re tê birêvebirin. Ew her du komîte wê navbênkariyê di navbera her du aliyan de berdewam bikin heta ku hemû girtî û dîl serbest werin berdan + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên asayişa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, pêr roja înê, du endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) girtin. +Çavkaniyeke taybet ji bajarê Dêrikê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pêr, 27.06.2014, piştî qedexekirina lidarxistina semînareke siyasî li nivîsgeha PYKS li dêrikê, hêzên Asayişê 3ê kes girtin. +Li gor heman çavkaniyê yek ji her sê kesan serbest hatibû berdan û her du kesên din bi navê Semîr Şakir û Mistefa Ebdulrehman Hacî, naskirî bi Berzanî, heta niha girtî ne û çarenivîsa wan û cihê girtina wan nediyar in. +Roja înê, biryar bû ku semînareke siyasî li nivîsgeha partiya Yekîtiya Kurd bê lidarxistin, lê beriya semînar destpê bike, hêzên Asayiş û YPGê nivîsgeh dorpêç kiribûn û xelkên di nava wê derxistibûn û deriyê wê girtibûn. +Roja pêncşema borî jî, li bajarê Serê Kaniyê, hêzên Asayişê endamê Partiya Yekîtî Bedran Misto ku Asayiş û YPGê jê xwestibûn di nava 24 saetan de ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, saet derdora 12ê şevê ji bal hêzeke asayişê ve hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. +Sekreterê Partiya Yekîtî Ibrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ji bo çalakiyên partiya wan di salvegera bûyerên Amûdê û zinara erebî de, ev kiryar li dijî partiya wan tên kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî gotûbêjên navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parlamenterên HDPê bi şandên hikûmeta Tirkiyê re, hikûmetê di rêya wezareta dadê re pakêteke ji heft madeyan derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de amade kir û radestî Parlamentoya Tirkiyê kir, ew jî pêwîste berî têkeve tatîlê di 25ê tîrmehê de wê pakêtê pesend bike. + +Li gor wê pakêta, pêwîste êdî danûstandinên pêvajoyê bibin danûstadinên yasayî bi awayekî din yanî kesên ku cî di van danûstandinan digrin, çi aliyê dewletê û çi jî aliyên din, nekevin bin lêpirsîn û lêkolînan û rê li pêşiya daketina gerîlayên ku tevlî şerê li dijî artêşa Tirkiyê nebûne veke da ku bikaribin vegerin malên xwe. + +Ocalan derbarê vê yekê de got ku ";herçiqas ne li gor hêviyên wî bin jî, lê ev gav dîrokî ye û pêwîste naveroka wê pakêtê bê dagirtin û demildest desteya şopandinê bê avakirin";. + +Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê pakêtê de got ";Ev pakêta yasayê rêyeke bê sînor dide hikûmetê û ev jî metirsîdar e, pêwîste parlamento danûstandinên pêvajoya aştiyê di navbera hikûmet û PKKê de bişopîne, tirsa ewe ku ewqas desthilat ji rêxistina MÎTa Tirkiyê re tê dayîn, kî dizane dîsa MÎT bûyerên kujer nediyar careke din neke";. + +Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji malperên nêzîkî PKKê re got ";Ji bo pêşketina pêvajoyê ev pakêteke girîng e, lê derketina vê pakêtê nayê wateya ku danûstandinên pêvajoyê bûn qanûnî, ew tişt wê di dema ku hikûmet qanûn pesend kir û şûnve wê bê diyarkirin";. + +Bayik anî ziman ku ew ";ditirse dîsa bibe amûreke demderbaskirinê û xizmeta serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de bike";. Bayik herwiha got ";Tiştê herî girîng niha ewe ku hikûmet aliyê sêyê ji pêvajoyê re çêbibe ew jî desteya şopandina pêvajoyê ye";. + +Siyasetmedarên kurd dibêjin ku Li Tirkiyê gelek yasa û qanûn derketine û gelek maf jî hene, lê kî dizane ku ev pakêta qanûna pêvajoyê jî nebe wek qanûnên din û naveroka wê bê valakirin. Ew herwiha diyar dikin ku ya herî girîng ewe ku ";dîroka derketina wê pakêtê berî hilbijartinên serokomariyê wan dixe nav gelek gumanan";. + +Ew siyasetmedar herwiha dibêjin ku ";herçend ew dizanin ku hikûmetê gotina pirsgirêka terorê li dewsa gotina pirsgirêka Kurd di pakêtê de bi cî kiriye, dixwaze hêrsa nijadperestên Tirk li hember pakêtê kêm bike jî, lê ev tê wê wateyê ku hikûmeta heta niha nikare navê pirsgirêkê rast bibêje, ewê çi bawerî bide gelê Kurd ku bi rastî ewê pirsgirêkên sed salî çareser bike";. + + + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Cenazeyê şervanê YPGê Alî Narîn (Dilşad Amed) ê ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAÎŞê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji dersiyê sînor ê Dirbêsiyê hat wergirtin. + +Cenazeyê kurê hevşaredarê Surê Seyîd Narîn şervanê YPGê Alî Narîn duh şemiyê ji aliyê malbatê ve ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat wergirtin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî karên fermî yên li deriyê sînor cenaze ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. + +Piştî cenazeyê Narîn hate wergirtin ji bo otopsiyê birin nexweşxaneya dewletê ya Qoserê. + +Hate zanîn ku piştî şanda ji Amedê tê otopsiyê dike dê cenaze teslîmî malbat bikin. + +Cenazeyê Alî Narîn li goristana Yenîkoyê ya Amedê bi xakê hat spartin. + +Alî Narîn di 2yê gulanê de li Rojavayê Kurdistanê di şerê navbera YPG û DAÎŞê de şehîd bû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Li parêzgeha Kerkûkê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞ û grûpên çekdarî yên Şîa de derket û heta niha 14 çekdarên Şîa birîndar bûne, herwiha 2 pêşmerge ji ber wî şerî birîndar bûne. + +Çekdarên Şîa li gundê Beşîr ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê êrîşî çekdarên DAÎŞê kirin û wan jî bi hawen û katyoşa bersiv dan û 7 çekdarên Şîa birîndar kirin. + +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, dema ku çekdarên DAÎŞê bersiva çekdarên Şîa dan, hawenek li nav hêzên pêşmerge li nêzîk wê navçeyê ket û di encam de 2 pêşmerge birîndar bûn. + +Di êrîşa çekdarên Şîa de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê beşdar nebûn, ev yek jî li ser xwesteka wan grûpên Şîa ne ku dixwazin bi xwe navçeyên xwe biparêzin. + +Li ser rêya navbera gundê Beşîr û bajarokê Tazexumatû de bombeyeke vedayî bi otombîla grûpeke çekdarên Şîa de teqiya û di encam de 7 çekdarên din ên Şîa birîndar bûn. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarê Dêrsîmê li hev civiyan û li Meydana Seyîd Riza têkildarê rojeva Bakur, Tirkiye û Rojhilata Navîn rexne û nêrînên xwe derbirîn. + +Baroyên bajarê Bakurê Kurdistanê duh êvarê serdana Dêrsîmê kirin. Piştî nirxandina rojevê ya li Baroya Dêrsîmê, têkildarê rojevê daxuyaniya baroyan li Meydana Seyîd Riza aşkere kirin. + +Daxuyanî ku ji aliyê serokê baroya Dêrsîmê Ûgûr Yeşîltepe ve hat xwendin û rexne li pakêta nû ya bi navê ";Pêşnûmeya Qanûnî ya Têkildarê Bihêzkirina Yekbûna Civakê û Bidawîhênana Terorê"; hat girtin. + +Yeşîltepe diyar kir ku ev pêşnûme girîng e û got ";Bi qanûnîkirina vê pêşnûmeyê re dê aktorên pêvajoya çareseriyê wêrektir û bibandortir tevbigerin";. + +Yeşîltepe derbarê navê projheyasayê de rexneyên tund li hikûmetê kirin û got ";Kêşeya Kurd û têkildarê wê pêvajoya çareseriyê piralî ye, nabe ku navê wê wekî 'kêşeya terorê' bê destnîşankirin. Ev pênaseya li dijî cew û giyana pêvajoyê ye";. + +Yeşîltepe derheqê pêşkeftina DAÎŞê de bal kişand ser lêkçûna Tirkiyê û Iraqê û go ";Li hemberî DAÎŞa ku bi awayekî korane bi dijberiyên mezhebî û siyasî kêşeyên civakî har û gurr dike; bêguman pêwîste nirxên demokratîk û mirovahiyê bên parastin. Divê neyê jibîrkirin ku Hema bigire her nijad, dîn û mezhebên ku li Iraq û Sûriyê dijîn, li Tirkiyê jî hene";. + +Serokê Baroya Dêrsîmê derbarê girtiyên nexweş de got ku ji bo berdana wan bendewariyeke mezin di civakê de çêbûye, divê demildest bên berdan. + +Yeşîltepe diyar kir ku li Bakur çêkirina bendav û baregehên leşkerî li dijî pêvajoya çareseriyê ye û xwest ku hikûmet dest ji van projeyan berde. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro roja dawî ye ji bo wan kesên ku dixwazin xwe ji bo hevserokatiya kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê namzed bikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta niha 2 kesan xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed kirine. + +Ew du kes jî şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham û rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Hediye Yûsif in. + +Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê deriyê pêşkêşkirina namzediya ji bo hevserokê kantona Cizîrê di 19ê hezîranê de vekir û biryar e îro 29/6/2014 deriyê namzediyê bê girtin. + +Li gor mercên encûmena yasadanînê, divê kesê xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed bike ev merc tê de hebin: + +1- Divê bi temenê xwe 53 sal derbas kiribe. + +2- Divê ji hemwelatiyên Sûriyê û nişteciyê herêmê be. + +3- Divê mafên wî/ê yê sivîl parastî be û bi tewambariyeke kirêt nehatibe darizandin. + +Rêveberiya kantona Cirîzê yek ji wan her sê rêveberiyane ku di dawiya meha çile ya borî de li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi van rêveberiyan nake. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Palamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî ji bo parlamentoyê hatiye gazîkirin. + +Yûsif Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku Aştî Hewramî dê were parlamentoyê û zaniyariyan derbarê krîza benzînê de bide parlamenteran. + +Mihemed diyar kir ku hîn dema hatina Hewramî bo parlamentoyê nehatiye destnîşankirin, lê ewê van nêzîkan were. + +Derbarê pirseke Rûdawê de ku ji ber çi ew tevlî civîna serkirdeyên Kurd ligel wezîrê derve yê Amerîka nebû, Yûsif Mihemed got ";Tiştekî normal e ku em tevlî wê civînê nebûn, ji ber desthilata yasadanînê ne wek a cîbicîkirinê ye û ne merce di hemû civînan de beşdar bibe";. + +پشتی 11 سالێن چاڤەرێکرنا گەلێ کورد، داوی جار سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ ئاخفتنا خۆە کر و گوتی "ماددا ١٤٠هاتیە ب جهئانین "، ئەندامەکێ شاندا دانووسانکارا دناڤبەرا هەرێما کوردستانێ و بەغدادێ دە، بالدکشینە سەر ڤێ یەکێ کۆ ئێدی ل دەمێ گۆتۆبێژان ئەو بەهسا ڤی ماددەی ناکەن، چونکی ژ ئالیێ کوردان ڤە هاتیە ب جهئانین. + +Stenbol (Rûdaw)- Tevger ango serhildana Şêx Seîd di dîroka Komara Tirkiyê de cihekî gelekî girîng distîne. Li gor dîroka fermî ya komarê vê tevgerê xwestiye ku xelîfetiyê bi şûn de bîne û komarê têk bibe. Ji ber wê jî bi awayekî tund êrişî vê tevgerê kirin û ewên ku beşdarî serhildanê bûn hatin darvekirin. Îsal 89êmîn salvegera van darvekirinane. Dîroknas Ayşe Hur bi vê munasebetê derbarê tevgera Şêx Seîd û encamên wê de ji televizyona Rûdawê re axivî. +Şêx Seîd di 29ê Hezîrana 1925an de bi 46 hevalên xwe ji hêla dewleta Tirkiyê ve hate dar ve kirin. Cenazeyê wî weke gelek cenazeyên din yên serok û rêberên Kurdan hate revandin û li cihekî nediyar hate veşartin. Weke Seyîd Riza, weke Bedîuzzeman Seidê Kurdî û yên din. +Îsal 89emîn salvegera darvekirina Şêx Seîdî û hevalên wî ne. Tevgera ku Şêx Seîd jê re rêbertî dikir piştî dar ve kirinan bela bû û kesên ku beşdarî tevgerê bûbûn yan jî tu eleqeya wan nebûbû ji hêla dewletê ve hatin surgin kirin. Ji wê salê û vir ve Kurd, Kurdistan û tiştên bi kurdan ve girêdayî hatin qedexekirin. Tevgera Şêx Seîd di dîroka fermî ya dewletê de êdî tevgerek paşverû ku li hember komarê derketiye hate nîşandin. +dîroknasa Kurd derbarê 89emîn salvager darvekirina Şêx Seîd de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji zaroktiya me û heta niha bi rêya çapemeniyê, bi rêya zanîngehan her ji me re di gotin ku tevgera Şêx Sêîd tevgereke paşverûye. Li Tirkiyê îrtîca û paşverûtî di vê tevgerê de gihiştîye asta herî bilind. Li gor vê nêrînê ev tevger sembola xetereyê ye ku divê her dem li hember wê di nava hişyariyê de bin. Piştî salên dirêj di salên dawî de hêla wê ya Kurd yan jî Zazabûnê kete rojevê. Hêla Kurdbûn yan jî Zazabûnê li gor min tevliheviyekê çêdike. Hin kes vê tevgerê weke tevgereke Zaza dibînin û li hember girêdana wê ya bi tekoşîna netewî ya Kurdan ve derdikevin."; +Mijareke din ku dewlet bi salane propagandeya wê dike jî mijara têkiliya tevgera Şêx Seîd bi hêzen weke îngilîzan ve ye. +di vê barê de jî Ayşe dibêje: ";Îhsan Şerîf Kaymaz tezek derbarê Mûsilê de amade kiriye. Ev kes hem ji arşîvên Osmanî hem jî ji yên Îngîlîzan sûd wergirtiye. Wê demê îngîliz desthilatdarin. Ji ber wê jî arşîva wan girîng e. Li gor tiştên di vê tezê de hatiye nivîsandin îngîlîz dibêjin belkî serhildana Şêx Seîd ji hêla Tirkan ve hatibe derxistin. Dibêjin ku gelo dibe Tirkiyê ji bo Mûsîlê careke din bi dest bixe ev serhildan derxistibe. Weke tê zanîn di peymana Lozanê de k udi sala 1923yan de hatiye îmze kirin hatiye gotin ku dê pirsgirêka Mûsilê pişt ra bê çareser kirin. Dema ev serhildan derdikeve metirsî bi îngîlîzan re çêdibe. Li sûriyê Fransa heye. Tirk li hember serhildanê rêya hesin bi kar tînîn ku di destê Fransadaye. Îngîlîz û Fransiz mutefîkin. Ma dibe ku Fransiz li hember serhildanek ku bi piştgiriya Îngilîzan derdikeve destek bike."; +Di van 90 salên derbasbûyî de nêrîna fermî ya dewleta Tirkiyê tevgera Şêx Sêîd weke berpirsê windakirina Mûsîl û Kerkûkê rê daye. Heman mijar di rojame de jî tê nîqaş kirin. +Di dawiyê de Ayşe Hur diyar kir ku: ";Mijara Musîlê yek ji meseleyên xeyalên Neteweperweriya Tirkan e. Ew xeyal dikin ku biçin Balkanan û Selanîkê rizgar bikin. Xewna tevlêkirina Komarên Tirkî yên Asya Navîn dibînin. Bi taybetî ji bo wan kesên ku xwedî hişmendiya Îslamîne Mûsîl û Kerkûk du cihên pîroz yên welatên Tirka yên kevnin.Lê li gor nêrîna min ya girîng nefte. Ger ku neft li wir tuneba û çol û çolistan ba tu kesî nedigot em wan deran bistînin. 80 salin xeyalan çêdikin. Di warê dadê de tu mafê Tirkiyê nîne. Raya giştî ya Tirkan vî tiştî nizane. Dibêjin ku belkî petrola me li wir heye. Tiştekî wisa nîne. Statuya wê ya hiqûqî aşkere ye. +Di her salvegera yadkirina Şêx Seîd û hevalên wî Kurd ji bo ku dewlet gora wî ji raya giştî re aşkere bike bangan dikin. Dîsa dixwazin ku belgeyên derbarê darvekirina wan de jî derkevin holê. Lê heta niha di vî warî de tu gav navêtiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Hisên Çelîk ragihand ku eger dewleta Iraqê peçe bibe îhtîmala çêbûna dewletekî serbixwe ya Kurdistanê jî heye û Tirkiyê jî wê wek berê jê nerehet nebe. + +Çelîk di hevpeyvîneke rojnameya Financial Times re got ku ";di demên borî de mijara dewletbûna Kurdên Iraqê ji bo Tirkiyê mijarekî şer bû, tew gotina Kurdistanê tawanek bû, lê divê her kes qebûl bike ku navê wê herêmê Kurdistan e";. + +Çelîk ku bi eslê xwe Kurd e destnîşan kir ku ";eger Iraq perçe bibe wê dewleta Kurdistanê bibe cîranê Tirkiyê û wê rola herêmeke tampon di navbera Tirkiyê û rêxistina DAÎŞê de bilîze, Tirkiyê jî wê gelek sûd jê wergire";. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê herwiha got ";Dema ku Herêma Kurdistanê bibe dewlet wê bandora xwe bi erênî li ser pêvajoya aştî û çareseriya ku li Tirkiyê birêve diçe bike û êdî PKKê wek berê nikare li wan herêman bimîne";. + +Hisên Çelîk aşkere kir ku ";Tirkiyê û Herêma Kurdistanê gelek girêbestên girêdayî petrol û gaza siruştiya Kurdistanê îmze kirine û gelek şîrketên weberhênanê yên her du aliyan jî hatine lidarxistin, ji ber wê jî têkiliyên me bi herêmê re gelek girîng e";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya vê dawiyê ligel şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de behsa wan ciwanên ku tevlî PKKê bûne û malbatên wan dixwazin wan vegerînin, kir. + +Li gor medya Tirkiyê Ocalan di rêya şanda HDPê re ku roja 26 hezîranê çûbûn girava Îmraliyê, ";talîmat daye berpirsên KCKê ku ew 134 ciwanên tevlî gerîlayên PKKê bûne bên vegerandin ji bo malbatên wan";. + +Hat ragihandin ji bo çareserkirina pirsgirêkê malbatên ku ev nêzîkî mehekê ye çalakiyan ji bo vegerandina zarokên xwe li dar dixin, ";şandek ji HDPê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (TSK ) bê avakirin û biçin Qendîlê û wan ciwanan li wir teslîm bibin";. + +Herwiha li gor daxuyaniya Saziyên Civaka Sivîl (TSK ) li Amedê, ";pêwîste ew ciwan di nava heftiyekê de vegerin malên xwe û wê ji aliyê dadwerî û dozgeriyê ve neyên girtin û çûna wan wek tawan neyê dîtin";. + +Di daxuyaniya TSKê hatiye gotin ku ";pêwîste ew 134 ciwanên ku tevlî gerîlayên PKKê bûne berî cejna Remazanê vegerin malên xwe";. + +Nêzîkî 15malbatan ji bo vegerandina zarokên wan ên tevlî PKKê bûne, ji roja 19ê gulanê de çalakiyan li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêje ku ew dixwazin ofîseke rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyê din ve hatiye ragihandin, li paytexta Misrê Qahîreyê vekin. + +Berpirsê têkiliyên dîpolmasî yê TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer di hevpeyvînê de bal kişand ku ew wek rêveberiya xweseriyê dixwazin têkiliyên wan ên herî baş ligel welatên erebî û herêmî, bi taybet Tirkiyê re hebin. + +Omer di hevpeyvînekê de ku malpera fermî ya PYDê belav kiriye, aşkere kir ku piştî şanda wan a rêveberiya herêma Cizîrê ji Ewropa vegere ewê serdana Urdun, Iraq û Libnanê jî bikin. + +Ebdilkerîm Omer ku di heman demê de berdevkê encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê ye jî, herwiha red kir ku ti têkilî û hemahengî di navbera rêveberiya wan û rejîma Sûriyê de hebe. + +Derbarê Erebên Xemir ên ku di salên hefêyî de bi zorê li herêma Cizîrê hatin bicîkirin û dest danîne ser erdên Kurdan, Berpirsê têkiliyên dîpolmasî yê TEV-DEMê diyar kir ew erd dê li xwediyên wan vegerin, lê çareseriya vê pirsgirêkê pêwîstiya wê bi demekê heye. + +كومبوونا شێخێن رهبیعا دگهل پێشمهرگهیی. ڤی تی. +غهریب مهجید +رووداو زاخۆ. +ئهڤه دیمهنێن كومبوونا شێخێن عهرهبێن رهبیعایه، دگهل هنارتیێ پارێزگهها دهوكێ، هێزێن پێشمهرگهیێن ههرێما كوردستانێ ئهوێن ل دهڤهرێ، رووژهڤ خواستنا داخوازییانه ژ حكومهتا ههرێما كوردستانێ. +لێدوانا بن نهیان محهمهد شهلالی¤WA0 4912 ، مهزنه شێخێ هوزا شهمهرا ل رهبیعا ¤WA1 4920 +(( مه ئاخڤتن لسهر چاوانیا پێشكێشكرنا خزمهتگوزاریان كر ل دهڤهرێ، بابهتێن ساخلهمی و باژێرڤانی و ههروهسا خالا گرنگ ئهو بوویه لسهر ئهردێ كشتوكاڵی، وهكو دیار نها كارهب هاتییه بڕین، ژبهرڤێ ئێكێ ژی جوتیارێن مه پێ دناڵن، ژبهركو نهشێن ئاڤێ بگههیننه زهڤیێن خوه)) +ب راسپاردا سهرۆكێ حكومهتا ههرێما كوردستانێ، نێچیرڤن بارزانی، لیژنهك ژ پارێزگهها دهوكێ ب سهروكاتیا قایمقامێ سێمێلێ هاتییه پێك ئینان، دیسان لیژنهك ژ خهلكێ دهڤهرێ ژی، بو دیڤچوونا ئهوان داخوازیان، لێ ژلایێ جێبجێكرن و برێڤهبرنێڤه، نها رهبیعا سهر ب قهزا سێمێلێ ڤهیه. +لێدوانا مازن عهلی¤WA2 4824 ، قایمقامێ سێمێلێ...¤WA3 4856 +((چ گوهورین ناكهڤنه دفهرمانگههێت میریدا، بوڤێ قوناغێ عهلاقاتێت وان یێن مباشر دێ بوێ ههیئا خهلكێ رهبیعهڤهبت، و ئهو ههیئه دی پهیوهندیا موباشر دگهل پارێزگهها دهوكێ ههبیت، بوڤێ قوناغێ دا بشێن خهلك نهمینته راوهستیایی)) +پاراستنا رهوشا ئهمنی ژی لدهڤهرێ دێ برێیا پێشمهرگێن ههرێما كوردستانێ بیت. +لێدوانا هاشم سیتهیی¤WA4 4840 ،¤WA5 4984 فهرماندارێ لیوا ههشتا پێشابیرێ... +((ئهم چاوابشێن دێ پتر كونترول كهین ، ئهو ژی دێ ختهك بیت دناڤبهینا مه و ئهنجومهنی، كهسایهتی وری سپی و خهلكێ رهبیعا، ئهم پتر بشێن كونترول كهین چاوا ئهمنییهت بخوازیت، چاوا دێ پتر ئهمنیهتا رهبیعا دێ هێته پاراستن ئهم دێ وێ كهین)) +ههمی ئاماژهو بووچون ژبو هندێنه، كودهڤهرا رهبیعا ژلایێ برێڤهبرنێڤه دهڤهرهكا كوردستانییه، تانوكه ژئالیێ خهلكێ دهڤهرێڤه كارڤهدانا ڤێ ئێكێ نهبوویه. +ستاند ئاپ... + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji polîsê Kerkûkê ragihand ku îro hêzeke çekdarî ya Artêşa Bedir li Kerkûkê êrîşî gundê Beşîr kir û di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de şer derket. + +Çavkaniyekê ji polîsê bajar û bajarokên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku dema çekdarên Artêşa Bedir ber bi gundê Beşîr ve diçûn 2 bombe bi otombîlên wan de teqiyan û di encam de 2 çekdarên Şîa hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn. + +Çavkaniyê herwiha got ku hêza Artêşa Bedir ti hemahengiyek ligel hêzên pêşmerge û xelkê navçeyê nekiribû. + +Li gor heman çavkaniyê, di şerê li gundê Beşîr de 20 çekdarên Şîa hatin kuştin û nêzîkî 30 çekdarên Şîa jî birîndar bûne, herwiha zêdetirî 20 çekdaran jî dîl ketine destê DAÎŞê. + +Çavkaniyê aşkere kir ku hêzeke din a Artêşa Bedir li navçeyê asê maye û ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin û rewşa wan di metirsiyê de ye. + +Li gor zaniyariyên ji hêzên pêşmerge, çekdarên DAÎŞê, hêzeke pêşmerge jî topbaran kirin û ";nêzîkî 7 pêşmerge birîndar bûne û polîsek jî şehîd bûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Leyla Zana û Sirî Sureya Onder wê di rojên bê de biçin Îmraliyê û tê çaverêkirin Ocalan derbarê yekîtiya Kurdan de nameyekê ji Barzanî re bişîne. + +Li gor malperên HDPê, wê parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder di rojên bê de biçin girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. + +Hat ragihandin ku wê naveroka wê hevdîtinê bi giranî li ser rewşa Iraqê û geşedanên vê dawiyê li wê derê çêbûne be . + +Herwiha tê çaverêkirin ku Ocalan nameyekê derbarê yekîtiya Kurdan û rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê yekgirtinê de ji Mesûd Barzanî re rêbike. + +Leyla Zana roja 25ê çileyê lige Sirî Sureya Onder serdana girava girava Îmraliyê kiribûn û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. + +Kobanî (Rûdaw) - Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), 15 xwendekarên pola 9an yên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ku di 29 meha Gulana borî de li ser riya Helebê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, serbest berdan. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, ku tevahiya hejmara xwendekarên girtî li cem DAIŞê li bajarê Munbicê, 143 xwendekar bûn, piştî berdana 15 an ji wan, ana 128 xwendekar hîn girtî li cem DAIŞê mane, û hejmara tevahiya girtiyên ji herêma Kobanî li cem DAIŞê, di navbera 350 ta 400 kesî de ye. +Herweha peyamnêrê Rûdawê got ku, berdana wan xwendekaran ji aliyê DAIŞê ve wekî gavekê ji bo avakirina baweriyê di navbera DAIŞ û YPGê de ye, ta ku hemî girtiyên Kobanî bi hêsîrên DAIŞê re werin guhertin û çav li rê ye ku YPG jî ji aliyê xwe ve, çend hêsîrên DAIŞê li hember berdana wan 15 xwedekaran serbest berde. +Danûstendina di navbera DAIŞ û YPGê de, li ser pevguhertuna girtiyên Kobanî bi hêsîrên DAIŞê re, di rêya 2 komîteyên sivîl re tê birêvebirin û wê ew her du komîte navbênkariyê di navera herdu aliyan de berdewam bikin, ta ku hemî girtî û hêsîr serbest werin berdan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, êdî Herêma Kurdistanê nikare siyaseta xelet a Bexdayê tehemul bike û Netewên Yekbûyî (NY) xwest, ji bo encamdana referandomê alîkariya Herêma Kurdistanê bike. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di hevdîtina digel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY, Nîkolay Miladînov ragihand, Herêma Kurdistanê êdî amade nîne siyaseta xelet a Bexdayê tehemul bike, niha ji ber têkçûna Bexdayê ye ku terorîst bûn hevsînorê Herêma Kurdistanê lê pêşmergeyên Kurdistanê sînoran û hemû pêkhateyên netewî û ayînî diparêzin. +Di civînê de Nîkolay Miladînov ji Barzanî xwest ku Herêma Kurdistanê mîna her car rola xwe di çareserkirina kirîza Iraqê û jinûve destpêkirina pêvajoya siyasî her wiha pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bilîze. +Mesûd Barzanî jî têkez kir ku Herêma Kurdistanê di nav 10 salên borî de gellek nermî nîşan daye û her gav ji bona çareserkirina arîşeyan hazir bûye û wiha got: ";Lê hevpeymanên me di cîbicîkirina madeyên destûrê û rêkeftinan de her dem xwe dan paş. Mixabin ji ber siyaseta xelet a Bexdayê û piştguhxistina aliyên din arîşe kûrtir bûn û rewşa îro derket holê. Ji ber wê jî divê ev siyaset ji Bexdayê ve were guhertin û yên ku sebebkarên vê kirîz ne şikesta xwe qebûl bikin û rê bidin da ku pêvajoyeke siyasî ya nû dest pêbike."; +Barzanî li ser Kerkûk û deverên Kurdistanî yên nêzîkî eniya şer û pevçûnan jî got ku ew dever beşek ji xaka Kurdistanê ne û hêzên Pêşmerge jî ji bona parastina wan deveran û hemû xelkê wan deveran li wir in û dê li wir bimînin û wiha anî ziman: ";Jixwe madeya 140 qediyaye. Kurdistan hurmeta netewên din ên li wan deveran digire. Emê referandomek zelal li wir bikin û ji bo vê jî daxwaza alîkariyê ji NY dikin."; +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, nûnerê taybet ê Ban Kî-Moon li Iraqê jî spasiya Barzanî kir ji ber hewandina wan awareyên ku ji ber êrişên vê dawiyê yên DAIŞê reviyane Herêma Kurdistanê û ragihand, NY her dem hewl dide alîkariya awareyan bike. +Di dawiyê de Nîkolay Miladînov, diyar kir ku divê arîşe û kirîza Iraqê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û divê destûr bibe bingeha çareseriyê her wiha divê mafên komên siyasî yên sunnî jî were dayîn û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bên çareserkirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê û piştî şerê di navbera çekdarên şîe û DAIŞê de 27 çekdarên şîe ";wenda bûne"; û nayê zanîn ka hatine kuştin yan hatine girtin. + +Îro danê sibê hêza çekdar a bi navê Bedir ku tê gotin hemû şîe ne bi 100 çekdaran êrişî çekdarên DAIŞê li gundê Beşîr ê Kerkûkê kirin. + +Lê Asayişa bajarokê Xurmatû dibêje, di wî şerî de komek çekdarên wan ketine kemîna DAIŞê û ji wê demê ve heta niha 27 çekdarên wan diyar nînin û nayê zanîn ka hatine kuştin yan jî girtin. + +Rêveberê Asayişa Xurmatû, Farûq Ehmed ji Rûdawê re got, pirraniya wan çekdarên ku wenda bûne xelkê Xurmatû ne û fermandeyê wan ê bi navê Ebas Çoma jî heta niha nayê zanîn ka li kuderê ye. + +Di şerê îro yê li gundê Beşîrê yê Kerkûkê de ku di navbera komek çekdarên şîe û DAIŞê de qewimî, 50 çekdarên şîe hatin kuştin û birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di wî şerî de topek hawanê jî li nav komek pêşmerge de teqiyabû û di encamê de 2 pêşmerge birîndar bibûn. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku piştî 4.5 salan duh hat berdan, ragihand, rêberê girtî yê PKKê dê ";Newroza 2015an"; were berdan. Dîcle, her wiha bang li partiyên kurdî kir Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin. + +Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji sala 2009an ve û di çarçoveya doza KCKê de hatibû girtin, duh hat berdan. + +Hatîp Dîcle, îro li avahiya BDê ya Amedê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, dewleta Tirkiyê ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran ve dest bi kuştin û jinabirina siyasetmedar û lîderên kurd kiriye lê ji vê yekê ti encamek bidest nexistiye û herî dawî jî ev kuştina fîzîkî vegeriya kuştina siyasî. + +Dîcle eşkere kir ku di zîndanê de hinek rayedarên dewletê ji wan re digotin, herin şukra Xwedê bikin ku em we nakujin tenê we davêjin zîndanê. + +Parlamenterê berê yê Amedê, li ser berdana Ocalan jî axivî û ragihand, eger kurd zû xwe bikin û bihêz bibin Ocalan dê wiqas zû were berdan. Li ser pirsa kesekî ku Ocalan dê kengê were berdan, Dîcle wiha got: ";Ez di wê baweriyê de me ku serok Apo dê Newroza 2015an di nav me de be."; + +Wî siyasetmedarê kurd, bang li partiyên kurd jî kir ku demildest Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin û wiha axivî: ";Ji ber ku mîsyona kurdan li Rojhilata Navîn de pir girîng e û dê dîsa mîna Selahedîn Eyûbî û piştî 800 salan bibin havênê biratiyê."; + +Hatîp Dîcle, pakêta vê dawiyê ya hikûmetê ku wek ";çarçoveya qanûnî ya pêvajoya aştiyê"; jî tê binavkirin, erênî nirxand û got, lê em hêvîdar in hikûmet tiştên ku dibêje bicîh bîne ji ber ku gellek caran kurd bi tiştên wiha hatine xapandin. + +Dîcle li ser vê yekê ku dê bibe namzedê serokomariya Tirkiyê ya na jî got, ji bona min xebat û doza gelê min ji her tiştî girîngtir e lê gelê min çi karekî bidin pêşiya min ezê bikim. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Spanya Konferansa Danûstandinê ya taybet bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku bi navê Konferansa Qurtuba tê naskirin, ku pêr li Madrîdê dest pê kiribû, îro bidawî tê. +Konferansa ku Wezareta Derve ya Spanya piştgiriya wê dike, partiyên Kurdî têde beşdar bûne, ji bilî PYD û partiyên beşdar di xweseriya dîmokratî li Rojavayê Kurdistanê de, her wiha hinek grûpa bi navê Yekîtiya Demokratên Sûriyê û tevgerên ciwanên Kurdên Rojava jî, beşdarî konferansê bûn. +konfransa ku roja 28ê mehê desypêkiribû û îro bidawî tê, wê riyên dîtina çareseriyekê ji bo pirsa Kurd li Sûriyê çareser bike. +Mihemed Berrmo ku yek ji endamê Kongirê Qurtoba û yek ji rêxerên berçav ên vê Konfransa Kurdî weha ji Tora mediyayê re got:"Armanc ji vî Kongrî , dîtin û ristina nêrîna herî başe ji doza kurdî li Sûriyê, ji bo piştevanî kirina gelê Sûrî di doza wî ya rewa de û hilweşana rejîmê û avakirina dewleteka demokratî."; +Ji aliyê din ve Mihemed Mela Reşîd , endamê Kongirê Qurtoba , ji Rûdawê re ragihand ku: ";Beşdarbuyan çar work-şop ava kirina ji bo gotûbêjkirina doza kurdî di Sûriyê de ji hemû aliyan ve, di dawiyê de encamê van her çar work-şopan wê li ber hev were deynan ji bo nerîna herî baş ji doza kurdî ya di Sûriyê de were ragehandin di prês konfiransekê de."; + +Amed (Rûdaw) - Kongreya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi rêz girtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir û di heman demê de 89. Salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn. + +Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Bûrkay ve hate kirin. Bûrkay, li ser xalên girîng ên çareseriya pirsgirêka Kurd de sekinî. + +Namzedê Serokatiya HAK-PARê Şaxa Amedê Vasif Kahraman jî polîtîkayên partiya xwe wek rêbazeke rast dît û da zanîn ku ew dê li ser wê rêbazê be. + +Rêveberên Partiya Maf û Azadiyan dan zanîn ku ew dê ji bo hilbijartinên parlementoyê yên 2015 jî xebateke baş bimeşînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî çi ji destê wan were, bikin. + +Di salona kogreyê de ala Kurdistanê jî cîh girtibû. Serokê şaxa Amedê yê niha Vasif Kahraman wek yek namzed kete kongreyê û careke din ji bo 2 salan hate hilbijartin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Ev yekemîn Remezan e ku penaberên Rojavayê Kurdistanê li nav kampên parêzgeha Hewlêrê dûrî malên xwe derbas dikin, lewma penaber rojiyên xwe yên ku berê girtine tînin bîra xwe û cûdahiya di navbera herduyan de diyar dikin. + +Di van rojên dawiyê de çend pirsgirêk li tevahiya Kurdistanê derkrtine holê, lê wek penaber dibêjin, bandora wan pirsgirêkan li ser rewşa wan xirabtire û vê yekê rojî li wan girantir dibe . + +Yasir yek ji zarokên ku dixwaze vê carê rojiyê bigre û hêvî dike ev pirsgirêk çareser bibin ji bo ew bikaribin remezanek xweş derbas bikin. + +Hêviya van penaberan ewe ku bikaribin di meha remezanê ya bê de, rojiya xwe li nav malên xwe li Rojavayê Kurdistanê bigrin û ligel xizm û merivên xwe li ser sifreya fitarê, rojiya xwe bişkînin. + + +Amed (Rûdaw/AA) - Wekîlê Giştî yê PatrîkêErmeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan, derbarê pêvajoya çareseriyê de got ku "Ev pêvajone tenê xema gelên kurd û tirk e ji ber kuher kesê ku li vîwelatîdijî eleqedar dike. Aramiya kesekî aramiya me hemûyan e. Êşa kesekî êşa me hemûyan e."; + +Wekîlê Giştî yê PatrîkêErmeniyên Tirkiyeyê Ateşyan beşdarîayîna nedirê ya li Dêra Gîragosê ya Sûrpê ya Amedêbû û bersiva pirsên rojnamegeran da. + +Ateşyan got ku Dêra Ermeniyan a Amedê dêreke wisa ye ku ji cemaeta xwe dûr ketiye û bi bîr xist ku zarokên malbatên ku ji Amedê koç kirin, her sal tên ziyareta dêrê û ayîna nedrê dikin. + +Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê destnîşan kir ku dêr di demeke nêzîk de hat nûkirin û da zanîn ku hewaya rûhanî ya li vê dêra ku wek dêra herî mezin a Rojhilata Navîn tê qebûlkirin, cemaetê gellek kêfxweş dike. + +Aram Ateşyan da zanîn ku pirraniya kêmasiyên dêrê hatine temamkirin û got ku hin kêmasî ûdeyin hê jî hene, hemû mesref jî ji aliyê cemaetê û milyonek dolar jî aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hat terxankirin û dabînkirin. + +Rojnamegerekî ji Ateşyan pirsa "We ji bo pêvajoya çareseriyê dua kir gelo?" kir. Ateşyan li ser vê yekê got ku "Emhem di ayînên xwe de vê duayê dikin. Ev pêvajo ne xema gelên kurd û tirk tenê ye, ev yek hemû mirovên ku li Tirkiyê dijîn eleqedar dike. Aramiya kesekî aramiya me hemûyan e. Êşa kesekî jî êşa me hemûyan e. Wisa ye ku em wek peywirdarên dîn di dêrên xwe de her dem vê duayê dikin." + +Hewlêr (Rûdaw)- Qubad Talebanî kurê Celal Talebanî ragihand ku dê bavê wî îsal vegere Herêma Kurdistanê. +Qubad Talebanî ku niha cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û kurê Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kuredistanê (YNK) ye di hevpeyvînekê de ligel heftenameya Rûdawê derbarê rewşa tenduristî ya bavê xwe de got: ";Başe û baştir dibe, her wê were Herêma Kurdistanê û çavelirêyî hatina wî ne, berî çend rojan telefona min re kir."; +Qubad Talebanî red kir ku naveroka wê peywendiya telefonî ligel Celal Talebanî aşkere bike û got: ";Ew tiştek di navbera bav û kur de dimîne û ez li vê de behis nakim."; +Herwiha navborî ragihand ku sekreterê giştî yê YNK ";dizane û agehdare"; ku Qubad Talebanî bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê. +Derbarê vegera bavê xwe jî bo Kurdistanê, Qubad ragihand: ";Îsal dê verge Herêma Kurdistanê."; +Roja 17.12.2012, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji ber nexweşiya krîza mêjî bo nexweşxaneyek welatê ELmaniya hat veguhestin û ji wê demê de li wê nexweşxaneyê tê derman kirin û heta niha venegeriya ye Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Encûmena Navendî ya Yakîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad berovajî daxuyaniyeke Serokê Herêma Kurdistanê axivî û ragihand ku madeya 140 cîbicî nebûye û pêwîste Bexda biryar li ser vê pirsê bide. +Roja 27.06.2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague ragihand ku ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li ser nakin."; +Di vê barê de Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK, Adil Murad ragihand ku ew ne ligel wê yekê ye ku bê ragihandin ku madeya 140 ji destûra Iraqê hatiye bi cih kirin û dibêje ku pêwîste Bexda biryar li ser wê yekê bide. +Murad dibêje jî ku axeftin li ser bidawîhatiya madeya 140 ";Xizmeta Kerkûkê nake."; +Di himber de, endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Selah Delo got: ";Kerkûk bi awayekî otomatîk vegeriya ser bi Herêma Kurdistanê ve û mebest ji vegerê jî ewe ku ew parçeyek ji axa Kurdistanê ye."; +Herwiha Selah Delo ragihand jî ku: ";Dema ku Kerkûk û navçeyên din vegeriya, çima êdî bi wê xelkê nexweşe?";. +Delo balkişand ser sînorê Kurdistanê ligel Bexda û got: ";Em êdî nemane cîranê Bexdayê heta ku bo vegera Kerkûkê ser bi Herêma Kurdistanê ve fermanê ji Bexdayê werbigirin."; +Wî endamê polîtburoya PDK rexneyên giran li Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK girtin û ew bi ";Şîeyekî tundrew"; da zanîn û got: ";Ti carî daxuyaniyên wî ne di berjewendiya Kurd û yekrêzya nav mala Kurd de bûn."; + +ئهوێن پشتی 2003 و ههتا نوكه دگهل حكومهتا بهغدا پوستێن پالا ههین دیاركرن كو كورد ل وی سهردهمی ب هێزبون و ههڤپهیمانێن باش ییێن شیعهیان بوون و 100% ب باوهربون كو مادێ 140 دێ هێته جێبهجێكرن، لهورا ئهو رازیبون ئهو ماده بهێته نڤیسین، سهوركێ لژنا چاڤدێریكرنا جێبهجێكرنا مادێ 140 دجڤاتا نوینهرێن عیراقێ دا دبێژیت" نوكه پاشترین چاره بو وان دهڤهران راپرسیه، چونكه نوكه كورد نهشێن خوه ل دستورێ عیراقێ لابدهن. +تێكست: +چ نڤیسهر و سیاسهتمهدار و دهزگههێ راگههاندنێ ییێن كوردان نهماینه ههتا نوكه كو ب هزاران جاران وشهری مادێ 140 نه نڤیسی، دیاسا برێڤهبرنا دهولهتا عیراقێ ل 2004 كهركوك و ئهو دهڤهر خستنه ژێر مادێ 58 پشتی دستورێ عیراقێ هاتیه نڤیسیێن ل 2005 مادێ 58 بو مادهی 140، كورد ژبهر وێ یهكی ل وی سهردهمی رازیبون كو دڤیا ب جێبهجێكرنا وی مادهی كێشهیا كوردان یا سهردان سالان دگهل عهرهبان لسهر وان دهڤهران چارهسهربكهن. +محسن سهعدون: لسهر دهمێ شورهشا ئهیلولێ ژی ئهو كوردان كێشه لسهر وان دهڤهران ههبوو. +ئهوێن چهندین سالا ل بهغدا سیاسهتكرین دیاركر كو وی سهردهمی كوردان خوه ب هێز دزانی 100% ب باوهربون 140 بهێته جێبهجێكرن، لهورا ئهو راوزیبون ئهو ماده بهێته نڤیسین. +عادل بهرواری: كورد گهلهك بهێز بون و ههڤپهیمانیهكا باش دگهل شیعهیا ههبوو، لهورا ئهو ئامادهبون ماده بهێـه نڤیسین. +نوكه ئهو ماده ئهگهر ب راپرسی بهێته ئیكلایی كرن ب ئالێ یاسایی ڤه دێ كوردان پتر گوتنا وه ههبیت. +محسن سهعدون: تشتی سهروك بارزانی گوتی گهلهك باش بوو، بهلێ راپرسی باشترین چارهیه، چونكه نهشێن خوه ل دستوری بدهینه پاش. +راپرسی ههم ژی چڤاتێن پارێزگههێن وان دهڤهرێن ل ژێر 140 دشێن ببنه ئێكلاكهرێن وێ كێشهیێ. +عادل بهرواری: ههردوو دشێن رولێ خوه بگێرن، راپرسی ههم ژی جڤاتێن پارێزگههێن وان دهڤهران. +پشتی ئهو دهڤهر كهڤیتینه ل ژیر كونترولا پێشمهرگههی ڤه، نهبتنێ سهركێ ههرێمی گوتیه ئهو مادهی جێ بهجێبویه، بهلكو حكومهتا ههرێمی ژی دههولان ژلایێ خزمهتگوزاریان ڤه ژی وهك هاولاتێن ههرێما كوردستانێ سهردهریێ دگهل بكهن. + +ڤى تى : شنگال وپێشوازیكرنهكا ب زهحمهت ل ههیڤا رهمهزان +ریپۆرتهر : بهرهكات عیسا +وێنهگر ومۆنتێر : فارس مشكۆ +ئینترۆ : موسلمانێن شنگال داڤبهرا گرانیا بازارێ وژمارهیا مهزن یا ئاوارهبوویان دا پێشوازیێ ل ههیڤا رهمهزان دكهن وئیمامێ مزگهفتا سهید ئهلشوهداو داخوازێ ژههموو وهلاتیان دكه ب ئێزیدى وكریستیان وموسلمانان ڤه هاریكارێن ئێك بن ژبۆ دهربازكرنا رهمهزانهكا ئاشتیانه كه خێر بهر بههرا ههمووان بكهڤێ +بازارهكا گهرم وگوریێ ب خوهڤه دبینێ ژوێ دهما مووسل ژ دهستههلات كهتى ... ل شنگال ههیڤا رهمهزان جوداى سالێن دى پێشوازى ژێره دهێته كرن ووهلاتى گازندێ ژوێ چهندێ دكن كو نهبوونا كهرههب وسوتهمهنى وبهرزبوونا نهرخێ كهرهستێن خوارنێ وژمارهیا مهزن یا ئاوارهبوویان دناڤ باژارێ وان دا وپلهیێن بهرز یێن گهرماتیێ ئهو دهربازى رهمهزانهكى ب زهحمهت كرینه +ئیبراهیم سهعید : وهلاتى " نه غاز ههیه ونه گاز ونه كههرهب وتا ئهم چوولهیێ خوه كاردكهن مهلا بانگ دكه وبهرگهه دچه ومالا مه ههموو ل خرێن ب رۆژوو بووه " +سهدام حوسین : وهلاتى "گهرمه وكههرهب نینه وخوارن نینه وئهو ههموو ئاوارهبووى ژى دناڤ مهدانه وئهم خهلكێ شنگال ژى مینا وان ئاوارهبوویان بووینه " +ئهحمهد ئیسماعیل "ئهگهر خهدهمان ههبانه باش بوو وههكا كهرهب نهبێ ونان نهبێ ئهمێ چاوا بكهن ورۆژانه ل سرا سهموونا نیزیك چوارسهت مرۆڤ رادهوستێ " + +ئیمام ووهتارخوینێ مزگهفتا سهید ئهلشوهداو كه نوێنهرێ ئهوقافا سوونه ی ژى ل شنگال داخوازێ ژوهلاتیێن شنگال دكه كو ب ههموو ئاین ونهتهوێن خوهڤه هاریكارێن ئێك بن دپێشوازیكرنا ههیڤا رهمهزانێ دا +مهلا ئیسماعیل : ئیمامێ مزگهفتا سهیدئهلشوهداو " ب ڤێ ههلكهفتێ ئهم داخوازێ ژههموو خهلكێ شنگال وهك موسلمان وكریستیان وئێزیدى داخوازێ ژوان دكه نكو هاریكارێن ئێك بهن وئهڤێ ههیڤێ ب خێر وهاریكاریێ پێشوازى بكهن ورۆڤ خێرێ بكه ل با خوهدێ ب توونه نابێ " +خهلكێ شنگال نیڤێ پاریێ خوه ژبۆ ئاوارهبوویان دده وئهو خهلكێ ب رۆژى ونڤێژ پێشوازیا ههیڤا رهمهزانێ دكهن بهشهك ژ دوعاێن خوه ژى ژبۆ ب داوى هاتنا ڤَى قهیرانێ تهرخانكرینه + + +درێژیا سنوورێ ناڤبهرا پارێزگهها نهینهوا و پارێزگهها دهۆكێ دا وهكریه كو رویدانێن مووسل و دهوربهران كاریگهری ل سهر پارێزگهها دهۆكێ ههبیت، خێزانهكا عهرهب ل ناڤ پاركهكا وی باژێری ئاكنجی دبیت، لێ سهرۆكاتیا باژێرڤانیا دهۆكێ دبێژیت ئهو ناهێلن پارك ببنه جهێن ڤهحهویانا پهنابهران، چونكی كهمپێن تایبهت هاتینه دروست كرن و پیدڤی یه ئهو خێزان بچیته ناڤ كهمپان. +*** +رهوشا ئهولههیا مووسل و بارودۆخێ نالهبار وهكریه كو خهلكێ وێ قهستا دهڤهرێن ههرێما كوردستانێ بكهن، لێ هند ژوان خێزانان ژبهر رهوشا خۆ یا ئابووری و گرانیا جهین ئاكنجی بوونێ ل ناڤ پاركهكا گشتی یا باژێرێ دهۆكێ ئاكنجی بووینه. +وهلاتی +ل سنووری پارێزگهها دهۆكێ سێ كهمپێن پهنابهران هاتنیه دروست كرن بۆ ڤهحهواندنا دهربهدهرین مووسل، لێ هند ژڤی خهلكی بێ ئاگههیا خۆ دیار دكهن ژ ههبوونا كهمپان. +وهلاتی +پارك جهێن بێهنڤهدانا خهلكی نه لهوما باژێرڤانیا دهۆكێ رێكێ نادهت پهنابهر دناڤدا ئاكنجی ببن. +سهرۆكێ باژێرڤانیێ +سنوورهكێ درێژ پارێزكههێن دهۆك و نهینهوا پێكڤه گرێدهت ئهڤێ چهندێژی وهكریه كو رویدانێن مووسل كاریگهری ل سهر دهۆكێ ههبیت و پتر ژ 220 ههزار پهنابهرێن وێ ل دهۆكێ ئاكنجی ببن.Duhok-Box + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya yasayî di encûmena parêzgeha Kerkûkê de, Awat Kerîm ragihand ku niha ji sedî 95 ji axa Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye. +Piştî ku roja 09.06.2014 çekdarên rêxistina radîkla a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser bajarên Mûsil û Tikrîtê, Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol kirin piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji pêgehên xwe li wan navçeyan reviyan. +Niha jî, ji bilî her du bajarokê Seidiye û Celewla, ku navçeyên Kurdistanî ne û ser bi parêzgeha Dyala ve ne, hemû navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku bi navê navçeyên madeya 140 ji destûra Iraqê tên naskirin jî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne. +Endamê komîteya yasayî di encûmena parêzgeha Kerkûkê de, Awat Kerîm di vê barê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Hêzên Pêşmerge ji sedî 95 ji axa Başûrê Kurdistanê kontrol dike. +Derbarê hejmara şîniyên Kurd li parêzgeha Kerkûkê jî, Awat Kerîm got: ";Niha Kerkûk ser bi Herêma Kurdistanê ve ye, li gor rewşa niha, rêjeya şînyan jî bi vî awayî ye Kurd 70% Mesîhî 15% û Ereb 15%, ji ber ku her yek ji Hewîce û Reşad û çend navçeyên din ji Kerkûkê cuda dibin ji ber ku ew ne Kurdistanî ne."; +Herwiha Kerîm da zanîn ku tevî wan navçeyên Erebnişîn ku hejmara şîniyên wan 260 hezar kese rêjeya şîniyên Kurd di Kerkûkê de ";Navbera 50-51% dibe."; +Derbarê kontrolkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî niha ragihand ku bi kontrolkirina wan navçeyan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li ser vê madeyê nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor belgenameyek malpera Wikileaks, roja 17ê Gulana sala 2007an şandeke balyozxaneya Amerîka serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye, di wê civînê de Barzanî ji şanda Amerîkî re gotiye: ";Sine û Şîe haş nabin û projeya lihevanîna wan dê sernekeve."; +Herwiha di belgenameyê de hatiye ku Nêçîrvan Barzanî ji şanda konsulxaneya Amerîka re gotiye ku çareserî ewe ku Amerîka û Îran li ser Iraqê gotûbêjan encam bidin. +Li gor belgenameya Wikileaks, Barzanî di civînê de ev gotin kirine: +Îran dizane ku tenê ew û Amerîka piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin. +Proseya lihevanîna Sine û Şîe biser nakeve, ev yek ne şaşiya Amerîka ye lê belê ev rastî ye. +Her demekê hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin dê rewş wek xwe lê were. +Pêwîseta Amerîka hizra çareseriyekê bike, ne avakirina hikûmetek navendî ya bihêz, ji ber ku serkeftî nabe. +Niha serxwebûna Kurdistanê ne di berjewendiya Kurdan de ye, lê divê sîstemê Iraqê fedralî be, ne ku hebûna hikûmeteke navendî ya bihêz. +Pêwsîte Îran û Amerîka li ser pirsa Iraqê jihev nêzîk bibin û bigihne çareseriyeke. +Li Îranê bandora herî mezin derbarê pirsa Iraqê de ya Qasim Silêmanî û Elî Larîcanî ye. +Îranî dixwazin li ser Iraqê têkevin danûsrandê de ligel Amerîka. +Tirsa Îraniyan ji wê yekê ye ku piştî hêzên Amerîka Sine werin ser desthilatê û hikûmetê kontrol bikin. +Ne Amerîka û ne jî Îsraîl êrîş nakin li ser Îranê. +Her demekê Bexda razî bibe, li cem me asayî ye ku peywendiyên me ligel Îsraîl hebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh, Yekşemê, li rojavayê Herêma Kobanî û li nêzîkî bajarokê Şiyûx, di encama şer û pevçûnên di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê) û Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de li gundên Degirman û Beyadiyê û Xerab Eto de, 3 şervanên YPGê birîndar bibûn. +Ragihandina YPGê li Herêma Kobanî ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re tekeze kir ku duh DAIŞê gundê Degirman bi doşkayên 23 gulebaran kiribû, û gundê Beyadiyê jî bi hawnan bombebaran kiribû, di encamê de topeke Hawnê li mala hemwelatiyekî kurd li gundê Beyadiyê ketibû, herweha şer û pevçûn di navbera YPGê û DAIŞê de li gundê Xerab Eto jî çêbibûn, û di encama şer û pevçûnên duh de 3 şervanên YPGê birîndar bibûn, kuştî û birîndar li aliyê DAIŞê jî hebûn. +Ji 4ê Tebaxa 2013an de, eniya şer li rojavayê Herêma Kobanî destpêkiribû, û ji wê demê de ta roja îro li gundên ber çemê Ferat, li gundên Zor Mixar, Xerab Eto, Beyadiyê, Cideydê, Cubelferecê, Degirman, Iwênê, Êlecax, Boraz, Qinê, Qurdînê û li bajarokê Şiyûx şer û pevçûn qutqutîn di navbera YPGê û DAIŞê de berdewam dikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd û yek ji damezirênerên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Mihemed Emîn Pênciwînî li ser nameya Ocalan a ku dê ji bo Barzanî bişîne, diyar kir, Ocalan dê di nameya xwe de piştgiriya Başûrê Kurdistanê bike. + +Tê gotin, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan dê di nav çend rojên bê de nameyekê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bişîne û tê de hinek peyamên girîng bide. + +Li ser vê mijarê siyasetmedarê Başûrî û hevalê nêzîkî Ocalan, Mihemed Emîn Pênciwnî ji Rûdawê re got, Ocalan dizane Başûrê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe lewma li gorî min yek ji mijarên ku di nameya wî de were behskirin piştgirî û amadebûna PKKê ji bona piştevaniya Başûrê Kurdistanê ye. + +Pênciwînî her wiha eşkere kir ku yek ji mijarên din ên ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Barzanî de behsa wê dike, rewşa Rojavayê Kurdistanê ye û destnîşan kir, PDK û PKK dê li ser Rojavayê Kurdistanê li hev bikin. + +Li gorî wî siyasetmedarê kurd, yek ji mijarên din ên ku di nameya Ocalan de were ziman lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd e, çimkî di şert û mercên îro yên Kurdistanê de divê konferans yan kongreyek di navbera hemû beşên Kurdistanê de çêbibe. + +Wî damezirênerê KNKê ragihand ku PKK dikare di gellek waran de alîkariya Başûrê Kurdistanê bike, ji xwe KCKê ragihandibû ku gerîla amade ye li kêleka hêzên pêşmerge li Kerkûk û deverên din ên Başûr li dijî çekdaran şer bike. + +Mihemed Emîn Pênciwînî anî ziman ku nameya Ocalan dikare gellek arîşeyan jî çareser bike çimkî ev name dibe destpêşxeriyek ji bo çareserkirina nakokiyên her du aliyan li ser Rojava û ev jî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd hêsantir dike ji ber ku yek ji astengên herî mezin li hember lidarxistina kongrê rewşa Rojava bû. + +Li ser pêwendiyên PDK-Tirkiye û YNK-Îranê jî Pênciwînî got, pêwendiyên PDK û Tirkiyê û YNK û Îranê pêwendiyên kûr ên dîplomatîk in û ji bo parastina wan sînoran pêwîstiya Tirkiyê bi PDK û pêwîstiya Îranê jî bi YNKê heye lê PKK qet neketiye bin bandora wan hêz û dewletan lê eger ew jî lazim bizanin dikarin wê siyasetê bikar bînin. + +Şirnex (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Bakûrê Kurdistanê ragihand, rojane nêzîkî 50-100 kes ji penaberên Rojavayê Kurdistanê bi rêya sînorê navbera Cizîrê û Rojava re derbasî Rojava dibin. + +Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber rewşa Sûriyê derbasî Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bûne, vedigerin Rojava. + +Penaberên ku vedigerin dibêjin, rewşa Rojavayê Kurdistanê li gorî hinek deverên Sûriyê aramtir e lewma vedigerin ser cîh û warê xwe. + +Rêveberiya Polîsê Cizîrê jî ragihand, penaber ji bona vegerê tên serlêdan dikin û piştî ku destûra çûyînê wergirtin bi rêya sînorê navbera Cizîre û Rojava re derbasî Rojava dibin. + +Li gorî rayedaran, di van rojên dawiyê de vegera Rojava zêde bûye û rojane di navbera 50-10 penaber derbasî Rojava dibin. + +Ji ber şerê Sûriyê û têkçûna ewlehiya welêt, bi sedhezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derbasî Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û welatên din bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Semsûrê (Adiyaman) yê Bakûrê Kurdistanê, pîrejinek 86 salî ji aliyê polîs ve bi zorê hat sekinandin. + +Jinên bi navên Şahîde Y. û Dîlek Y. li taxa Musallayê ya Semsûrê, ji bo diziyê bikin ketin hundirê xaniyekî. + +Xwediya malê ya bi navê Hanim Dogan dema ji nexweşxanê dihat dît deriyê mala wê li ser piştê vekirî ye. + +Wê demê şivek da destê xwe û jûr bi jûr li nav xanî li dizan gerriya. + +Dema ku dît ew her du jin tiştên li nav malê didizin, pîra 86 salî şiva xwe rakir û li serê dizekê de lêxist û serê wê birîndar kir. + +Piştî demekî zarokên pîrê hatin malê û telefonî polîs kirin. + +Dema polîs hat dizan bibe, pîrê li nav destê polîsan de jî li wan dida ji ber wê jî polîsan bi zorê ew diz ji destê pîrê rizgar kirin û desteserkirin û birin. + +Riha (Rûdaw) – Rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), ala xwe li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê daçikand. + +DAIŞ ku ev demek e bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê yê hevsînor bi navçeya Akçakale ya Rihayê, di bin kontrola xwe de digire, li nêzîkî sînor ala xwe daliqand. + +DAIŞê ku pir zêde tevli sûcên li dijî mirovahiyê bûye, ev demek bi Bakurê kurdistanê re cîran e. + +Lê heta niha Tirkiyê li ser vê yekê ti daxuyaniyek nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li ser qedera deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, ku niha di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne, ragihand, yan divê madeya 140 a destûra Iraqê were cîbicîkirin yan jî referandom were kirin. + +Polîtburoya YNKê, îro li ser rewşa Iraqê û deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya YNKê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku diviya 9 sal berê madeya 140 a destûra Iraqê bihata cîbicîkirin lê ev yek nehat kirin her çiqas serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di dora duyem a serokwezîriya xwe de soz dabû vê madeyê bixe piratîkê lê mixabin wî jî soza xwe bicîh neanî. + +YNKê her wiha ragihand, ji ber wê jî eger madeya 140 heta bihara sala bê neyê cîbicîkirin wê demê kurd dê bixwe pirsgirêkê çareser bikin û berê xwe bidin raya gel (referandom). + +Li ser kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve jî YNKê diyar kiriye, divê her kes bizanibe ku Pêşmerge hêza bidestxistina armancên siyasî û destûrî yên Iraq û Kurdistanê her wiha parêzerê demokrasiyê ye ji ber wê jî bi ferman û biryara merkezî deverên han naterikîne û nabe ti kes li benda wê be ku kurd bi hêceta yekitiya xaka Iraqê dîsa were xapandin. + +Di daxuyaniya YNKê de li ser serokomariya Iraqê jî hatiye gotin ku serokomariya Iraqê dîsa her para kurdan e û di nav kurdan de jî ya YNKê ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beriya niha di serdana xwe ya Kerkûkê de gotibû, êdî madeya 140 hatiye cîbicîkirin û bila ti kes behsa vê madeyê neke. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, emê alîkariya Iraqê bikin da ku ji kirîza niha rizgar bibe lê em dest ji hizra serxwebûnê jî bernadin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Radyoya Dengê Amerîka (VOA), ku sibê tê belavkirin, ragihand, kurd dê alîkariya Iraqê bikin da ku ji vê kirîza niha rizgar bibe. + +Barzanî anî ziman, lê ev nayê wê wateyê ku kurd dest ji hizra serxwebûnê berdidin çimkî ";me biryara xwe daye û emê vegerin raya gelê xwe";. + +Şirnex (Rûdaw) – Hat zanîn, keçeke kurd a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê rastî destdirêjiyê hatiye. + +Keça bi navê N.H.A. (14 salî) ya Rojavayê Kurdistanê ku bavê wê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatiye kuştin, demekî beriya niha ji Qamişlo derbasî Nisêbînê û ji wir jî derbasî Şirnexê bûye. Tê gotin 6 xûşkên N.H. jî hene lê her yek bi aliyekî de çûne. + +Li gorî agahiyan, polîs li ser bingeha zaniyariyan N.H.A. li komurgeha Şirnexê de dît ku dest û pêyên wê girêdayî bûn û di rewşeke de şepirze de bû. + +Piştî ku ew keça kurd a Rojava birin nexweşxanê derket holê ku rastî destdirêjiyê hatiye. + +Hat îdiakirin ku N.H.A li hember 6 hezar lîre (nêzîkî 3 hezar dolar) firotine kalemêrekî 63 salî yê bi navê Î.K. û wî kalemêrî dest avêtiye wê keçkê. + +Ji ber wê jî polîs ew kalemêr û keça wî ya 16 salî ya bi navê A.K. desteser kir. + +Hat zanîn, N.H.A niha di bin çavdêriya dewletê de ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistan, zarokek 14 salî di pêçiya wî de gustîlkek asê mabû. + +Gustîlka di pêçiya wî xortî de ji aliyê tîma agirkujiyê ve hat derxistin. Ev zarokê ku navî nayê zanîn, li navçeya Nisêbînê dijî. + +Gustîlkek xist li nav pêçiya xwe û tê de asê ma. Piştî demekî pêçiya wî werimî û ji aliyê malbata wî ve birin nexweşxana Nisêbînê. + +Doxtorên nexweşxanê her çiqas hewl dan ku gustîlkê li pêçiya wî zarokî derbixin lê belê zehmeta wan bêencam ma. + +Dema doxtoran fam kir ku gustîk ji pêçiya wî zarokî dernayê, ew geda şandin navenda agirkujiya Nisêbînê. + +Li wir bi birrekê gustîlk birrîn û li tiliya wî zarokî derxistin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Celewla yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê de şer derket û di dawiyê de çekdarên DAIŞê têk çûn. + +Peyamnêrê Rûdawê li devera Celewlayê ragihand, îşev li taxa Tecnîdê ya bajêr di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket û zêdetirî saetekê kişand. + +Peyamnêrê Rûdawê her wiha li ser zarê fermandeyekî pêşmerge da zanîn ku ew niha nikarin li ser kuştî û birîndarên DAIŞê agahî bidin lê ew piştrast in ku gellek kuştî û birîndarên wan hene. + +Wî fermandeyî eşkere kir ku çekdarên DAIŞê şer dane destpêkirin lê bin ketin û ti zirarek negihîşt pêşmergeyan. + +Taxa Tecnîdê ya Celewlayê, ji sala 2003an ji aliyê erebên wê deverê ve hatiye avakirin û nêzîkî 2 hezar mal tê de rûdinê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de, avahiyên xwe li Mûsilê vala dikin. Xelkê Mûsilê jî ber bi Hewlêrê ve direvin. + +Şeva borî şerekî giran navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAÎŞê li bajarê Mûsilê derket û ew şer heta îro sibehê jî berdewam bû. Di şerê şeva borî de çekdarên DAÎŞê dest danîn ser avahiya parêzgeha Neynewayê. + +Efserê hêzên pêşmerge Helgurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê bajarê Mûsilê kontrol kirine û xelk jî milk û malên xwe li pey xwe dihêlin û ber bi Herêma Kurdistanê ve direvin. + +Berpirsê ragihandina şaxê 14 ê PDKê li Mûsilê Saîd Memozînî ji Rûdawê re got ku PDK û YNKê avahiyên xwe li Mûsilê vala kirine. + +Rêveberê têkilî û hemahengiyê di wezareta pêşmerge de general Helgurd ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser balafirgeha Mûsilê ku 2 balafirên şer tê de hene û dest danîn ser 200 doşkeyan. + +Çavkaniyeke ewlekariyê ji Rûdawê re ragihand ku li ser rêya Mûsilê bombeyeke vedayî bi otombîleke artêşa Iraqê de teqiya û 4 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan. + + +Mûsil (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dîplomatkarên welatên biyanî yên ku konsulxane û nûneratiyên wan li bajarê Mûsilê hene, rizgar kirin. + +Şeva borî hêzên pêşmerge karîn dîpolmatkarên biyanî ji nav şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de rizgar kirin, ji wan konsulo Tirkiyê li Mûsilê. + +Niha piraniya navçeyên Mûsilê di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne, ji wan avahiya parêzgeha Mûsilê û balafirgeha Mûsilê. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger li ber avahiya AKPê ya bajêr bi armanca protestokirina kuştinên li Lîcê, çalakiyek li dar xistin. + +Duh danê êvarê, pêkhateyên ";Yekîtiya Hêzên Şoreşger"; Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîzan û Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) bi armanca şermezarkirina tundî û kuştina 2 kesên li Licê, li ber avahiya Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya li Taxa Şaxangê bi beşdariya Hevşaredarê Dêrsîmê û gelek hemwelatiyan çalakiyeke pirotestoyî li dar xistin. + +Beşdarên çalakiyê bi qasî 5 xulekan rêya Dêrsîm-Xarpêtê birîn û nehêştin wesayît derbas bibin. Çalakvanan hima him dirûşmeya 'Li ber xwe bide Lîcê, Dêrsîm e piştevanê te"; berz kirin. + +Çalakiya ku di bin pankarta ";Li hemberî nijadperestiya AKPê em hêla berxwedana şoreşger mezin bikin"; pêk hat de, li ser navê girseyê serokê ESPa Dêrsîmê Alî Ekber Kaya axivî. + +Kaya got ku ";bi armanca rawestana çêkirina qereqol û bendavan, ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û avakirina aştiyê, ji bo hikûmet gavên pêwîst di vî warî biavêje, ecv çend rojin gelê Lîcê li ber xwe dide";. + +Kaya bûyerên li Lîcê û kuştina du kesan mîna ";komkujî"; bi nav kir û got ";Bêguman berpirsê vê komkujiyê jî hikûmeta AKPê ye";. + +Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: ";Ji bo çareseriya kêşeya Kurdî, daxwaz diyar in. Lê belê hikûmeta AKPê ya ku van daxwazan piştguh dike û gavekê navêje, zarok û jinên ku ji Rojava derbasî vî berî dibin dikuje û gelê ku mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne hewl dide bi bombeyên gazê bifetisîne. Serokwezîr Erdogan her core daxwaza maf û azadiyan wekî derbeyeke li dijî xwe dibîne. Serokwezîr çareseriya pirsa Kurdî jî ji saziyên saloxgeriyê re berdaye û serokwezîr hê jî vê kêşeyê wekî kêşeyeke ewlekariyê dibîne";. + +Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan belav bûn. + +Derengiya şeva borî bi heman armancê li Taxa Gazîkê çalakî hat lidarxistin. Di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Herwiha di protestoya ku şeva berê yên li Taxa Gazîkê hat lidarxistin de jî 7 kes hatibûn binçavkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî wê rewşa ku bi ser bajarê Mûsilê de hat, ji ber ku artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê nikarîbûn bajarê Mûsilê biparêzin, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek ragihand û ev tekesta wê ye: + +Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim hevkariya xelkê Mûsilê bikin + +Mixabin ji ber şikestina artêş û hêzên ewlekariyê Iraqê di parastina xelk û bajarê Mûsilê de, çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser Mûsilê, vê yekê jî metirsiyeke mezin çêkiriye. Xelkê Mûsilê ji ber tirsa kuştin, borduman, nemana xwarin û xizmetguzariyan, ji bajarê xwe direvin. + +Me di her du rojên borî de hewleke mezin da ku em hemahengiyê ji bo parastina bajarê Mûsilê çêbikin, lê mixabin helwesta Bexdayê bi awayekî nebû ku em bikarbin vê hemahengiyê çêbikin. + +Ji bo bi hawarçûn û alîkarîkirina xelkê aware yê bajarê Mûsilê bi hemû neteweyên xwe ve çi Kurd, Ereb, Tirkman yan jî Kildan û Aşûrî be, ez daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê dikim ku her çiqas ji wan tê di çarçoveya yasa û ewlekariyê de, alîkariya xelkê aware yê Mûsilê bikin. Herwiha daxwaz ji Komîsyonas Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dikin ku bi hawara awareyên Mûsilê ve werin. + +Di heman demê de, em xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên ewlekariyê û pêşmerge di amadebaşiya temam de ne ku wek her tim rewşa wan navçeyan biparêzin. + +Nêçîrvan Barzanî + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê + +10-6-2014 + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Rebîhe yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. + +Fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin. + +Bajarokê Rebîhe li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û deriyekî sînorî yê navdewletî li wir heye. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, navê derî Til Koçber e û ew di bin kontrola şervanên YPGê de ye. + +Li aliyê Başûrê Kurdistanê jî navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha ket bin kontrola pêşmerge. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bombeyeke vedayî teqiya û di encam de 3 kes birîndar bûn. + +";Asayişa Rojavayê Kurdistanê"; ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku teqîn îro derdora saet 10ê sibehê li nav bazara Tirbespiyê çêbû. + +Li gor wê asayişê, bombe di nav tûrekî de li bazarê hatibû danîn. + +Her li li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê de 3 kesên sivîl bi sivkî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ne, dibêje ku ew amade ye şervanên xwe bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo ku xelkê ji êrîşên çekdarên DAÎŞê biparêzin. + +Fermandariya giştî ya YPGê daxuyaniyek derbarê teqînên ku roja yekşemê li bajarokê Celewlayê çêbûn de, belav kiriye û tê de serxweşiyê li malbatên qurbaniyên wan teqînan dike. + +YPGê êrîşên çekdarên DAÎŞê li Xaneqîn, Celewla, Dûzxurmatû û Mûsilê wek ";êrîşên li dijî gelê Kurdistanê"; bi nav dike û dibêje ku ew êrîş ";destekeftên gelê Kurd dike armanca xwe";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şervanên YPGê di şerê li dijî çekdarên tundrew li Rojavayê Kurdistanê de, ezmûn û pisporiyeke mezin a şer wergirtine";, lewra dibêje ew amade ye ";yekîneyên xwe yên taybet û pisporên xwe yên leşkerî"; bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo ku li kêleka hêzên pêşmerge rûbirûyê çekdarên tundrew bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- 28 şofêrên Kurd ên xelkê Bakurê Kurdisyanê li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje ku ew lêkolînê li ser bûyerê dike. + +Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hesîb Kaplan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî nûçeya revandina wan şofêran gihandiye wezareta navxwe ya Tirkiyê. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Ew 28 şofêr xelkê navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ne. + +Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyê deriyê Til Koçer ê sînorî Siyamend Mistefa ragihand ku îro serê sibehê hêzên arrtêşa Iraqê ji deriyê Rebîhe yê sînorî revaiyan û niha Rebîhe di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Siyasmend Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku «hêzên artêşa Iraqê îro dora saet 4ê sibehê ji deriyê sînorî yê Rebîhe û bjarokê Rebîhe reviyan";. + +Bi gotin Mistefa, ";deriyê sînorî yê Til Koçer li aliyê Rojavayê Kurdistanê û deriyê Rebîhe li aliyê Başûrê Kurdistanê di destê şervanên YPGê de ye";. + +Rêveberiyê deriyê Til Koçer herwiha got ku ";çekdarên DAÎŞê nêzîk 5 heta 10 km dûrî bajarokê Rebîhe ne û hêzên pêşmerge di nav bajarokê de ne";. + +Berî niha fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin. + +Rûpela ";Sûriyê Mubaşer"; a opozîsyona Sûriyê belav kiribû ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser deriyê Til Koçer. + +Amed (Rûdaw)- Hat ragihandin ku piraniya şofêrên ku li Mûsilê ji aliyê DAÎŞê ve hatine revandin Kurd in û ji Silopiyê ne. Lê di nava şofêran de Ereb û Tirk jî hene. Rûdaw navê hin ajokaran aşkera dike. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji şofêrê bi navê Husnu Akbaş bi dest xistiye, piraniya şofêrên ku hatine revandin ji Silopiya Şirnexê ne û Kurd in. + +Navê şofêrên ku hatine revandin ev in: + +Mêrdînê: Osman Maruk, M. Nezir Çakan, Mehmet Taşdoner,Ahmed Çelîkoglu, Saît Çobanoglu + +Silopî: Tayar Ökten, Ramazan Şîmşek, Ozgur Şîmşek, Selahedîn karakum, Servet Karakum,Mehmet Kantarci, Serdar Bayrak. + +Riha: Hanifi Aktan , Halil Aktan, İbrahîm Uslu, Ceyvan îsmaîloglu + +Mereş: Okeş Şen. + +Husnu Akbaş bar barkiribû û berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê, îro serê sibehê li hevalê xwe yê şofêr Serdar Bayrak geriya. Şofêr Bayrak jê re got ku kamyonên wan ji aliyê DAÎŞê ve hatine desteserkirin û ew jî hatine revandin. Piştî vê gotinê telefona Bayrak qutbû û careke din jê û ji 28 şofêrên din ti agahî nehatin wergirtin. + +Piraniya şofêran zewicî ne û xwedî zarok in. + +Li aliyê din, şofêrê bi navê Okeş Şen ragihand ku ji wan şofêran 10 ji aliyê DAÎŞê ve ber bi cihekî nediyar ve hatin birin. + +Okeş Şen aşkere jî kir ku şifêrên din li santrala bi navê Geyara di destê DAÎŞê de ne. + +Heman şofêr dibêje ku grûpeke çekdar ku ji 30- 40 kesan pêkdihat bi ser santralê de girtine û di destê wan de çekên giran hebûn e. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê DAÎŞê li Mûsilê ragihand ku her 28 şofêrên ku şeva borî li Mûsilê hatin revandin dê bên darizandin. + +Ebû Omer ku wek berdevkê DAÎŞê li Mûsilê xwe dide naskirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê hatine revandin dê bên darizandin. + +Ebû Omer diyar kir ku eger ti têkiliyan wan şofêran bi hikûmeta Iraqê û Nûrî Malikî re tine be, dê bên azadkirin. + +Berdevkê DAÎŞê li Mûsilê anî ziman ku ti niyeta wan tine ye êrîşî Herêma Kurdistanê bikin. + +Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Ew şofêr xelkê navçeyên Mêrdîn, Silopî, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne. + +Dihok (Rûdaw) – Asayişa parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber têkçûna rewşa ewlehiya parêzgeha Mûsilê heta niha nêzîkî 5 hezar kes ji wê deverê derbasî parêzgeha Dihokê bûne. + +Rêveberê Asayişa Dihokê, Bijar Koremarkî ji Rûdawê re got, em rêya xelkê devera Mûsilê nagirin lê em nikarin hema wisa jî berdin ji ber wê jî dema ber bi Dihokê ve tin em lêpirsînê bi wan re dikin û da zanîn, ew kesên nexweş in yan kefîlê wan heye yan jî kesekî li Dihokê nas dikin dikarin derbasî Dihokê bibin. + +Bijar Koremarkî her wiha ragihand, heta niha nêzîkî 5 hezar kes ji Mûsilê hatine Dihokê û got, hemû pêdiviyên seretayî ji bona wan penaberan hatiye dabînkirin û ambulans û amûrên pêwîst ji bo alîkariya wan hatiye dabînkirin. + +Rêveberê asayişa Dihokê anî ziman, ji ber ku gellek kes ji Mûsilê direvin rêya Mûsil-Dihokê pir qerebalix bûye lewma hatinçûn pir zehmet +bûye. + +Koremarkî diyar kir ku nêzîkî 4 hezar penaberên Mûsilê berê xwe dane bajarokê Akrê yê Dihokê û deverên derdora wî bajarokî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Demhat Egîd ragihand ku ew wek PKK û Hêzên Parastina Gel (HPG) amade ne hemû karînên xwe yên siyasî û leşkerî bo paratsina destkeftên Başûrê Kurdistanê bişînin Başûr. +Demhat Egîd di daxuyaniyekê de got: ";Em wek PKK û HPG amade ne bi hemû karînên xwe yên siyasî û leşkerî hêzên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê bo parastina wan destkeftên Başûr."; +Egîd sedema vê helwesta PKK bo wê yekê vedgerîne ku: ";Navçeyên cihê nakokiyê yên li derveyî Herêm, ev hefteyeke ku alozî tê de derketiye û li çend navçeyan teqîn, şehîd û birîndar hene."; +Herwiha berpirsê têkiliyên derve yê PKK diyar kir jî ku: ";Ji ber xema me, em wek PKK û HPG amade ne bi hemû karînên xwe yên siyasî û serbazî bo parastina destektên Başûr, hêzên xwe bişînin û nehêlin ku ew rewş têkbiçe û nehezên Kurdan dest bixin nava wê de."; +Demhat Egîd ragihand ku: ";Pêwîste Kurd yekgirtî bin û dest bidin dest hev û nakokî û milmilaniyan danin aliyekî."; +Herwiha navborî amaje kir ku:"; Rewşa Kurd li her çar parçeyan û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û beşek ji axa Başûr bi sedema çeteyên DAÎŞ û alîgirên wê, komplo li sere, lewma pêwîste niha Kurd hevgirtî be û dest bixin nav destê hev û arîşe û milmilaniyan danin aliyekî û yekgirtî bin bo parastina axa Kurd û nasnameya Kurd."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li hemberî binçavkirina 7 çalakgeran, di bin serperiştiya DO-DERê de xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin û li ber Midûriyeta Emniyeta Giştî xwepêşanderan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe derbirîn. + +Duh bi şev li Dêrsimê, li dijî bûyerên navçeya Lîcê ya Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Di wan çalakiyan de 7 kes hatibûn binçavkirin. + +Îro, li navenda bajarê Dêrsîmê bi piştgiriya BDP, HDP, EMEP, ESP, Partîzan û DHFê, bi beşdariya niştecihên bajêr, Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Alîkarê Hevşaredaran Huseyîn Tûnç; di bin serperiştiya Komeleya Xwendekarên Azad ên Dêrsîmê (DO-DER) de ji Kolana Hunerê heta li ber avahiya Midûriyeta Emniyeta Giştî ya xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. + +Li ber avahiya baregeha polêsan, li ser navê xwepêşanderan Hevserokê BDPa Dêrsîmê Ergîn Dogrû daxuyand. + +Dogrû, got ku ew li hemberî êrişa ku li dijî gêncên ku mafên xwe yên rewa û demokratîk bi kar tînin û ji ber vê yekê tên binçavkirin, li vir civiyane. Dogrû, wiha domand: "Dema ku li Tirkiyê qala 'vebûneke demokratîk' û pêşkeftineke tê kirin, mixabîn li beramber êriş û komkujî pêk tên. Licê, di vî warî de mînakeke zindî ye. Di hundirê pêvajoya yek sal û nîvî de yên ku ti gaveke biçûçik jî neavêtine, yên ku di hundirê wesayîtên leşkerî de gefa kuştinê li gel dixwin, li Licê komkujiyekê pêk anîn. Di dewleteke mafzan û asayî de diviyabû berpirsên vê komkujiyê bên eşkerakirin, lê li Tirkiyê bîreweriya dewletê li şûna ku kujeran eşkera bike zêdetir fişaran dixe ser Licê." + +Dogrû anî zimên ku hemwelatiyên ku nêzîkatiya dewletê ya li Licê qebûl nakin û nerazîtiya xwe li hemberî van kiryaran nîşan didin, rastî tundî, binçavkirin û destgîrkirina polêsan tên. Dogrû, der heqê mijarê de wiha pê de çû: "Li Dêrsîmê careke din li dijî gêncên me yên ku mafên xwe yên rewa û demokratîk ên çalakî û xwepêşandanê cîbicî dikin û ji bo vê yekê hatine binçavkirin, tenê li hemberî bêwîjdaniya li Licê diqewime dengên xwe berz kirine." + +Piştî daxuyaniyê xwepêşander ji bo şopandina doza binçavkiriyan bi dirûşmeyan ber bi dadgeha bajêr ve bi rê ketin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ragihand ku çekdarên DAÎŞ navçeya Zab, Ebasî û Hewîce kontrol kirin. +Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku navçeyên Zab û Ebasî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve hatin kontrol kirin. +Talebanî amaje kir ku hê şer û pevçûn jî li navçeya Reşadê berdewamin, herwiha DAÎŞ navçeya Hewîce kontrol kirin. +Berî niha jî, Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome.Qadir herwiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê. + +Kerkûk (Rûdaw) – Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome. Qadir her wiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê. + +Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê piştî ku Mûsil girtin, êrişî Kerkûkê jî kirin lê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bersiva wan didin. + +Li ser rewşa Kerkûkê, fermandeyê polîsên bajarok û derdora Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re got, şer û pevçûn li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê didome. + +Serhed Qadir, anî ziman ku ew dever neketine bin kontrola çekdarên DAIŞê. + +Li gorî hinek malper û ajansên nûçeyan, deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê ketiye bin kontrola DAIŞê. + +Fermandeyê polîsên deverên derdora Kerkûkê, anî ziman ku hetan iha hêzên wan li deverên Reşad û Zapê ne û got, çekdaran hinek cih xistine destê xwe lê hêzên me jî beşek ji wan deveran ji bin kontrola wan derxistine û şer û pevçûn jî didome. + +Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a KCKê (PKK) Duran Kalkan ragihand ku, ji ber dirûtiya hikûmeta Tirkiyê di pêvajoya aşitiyê de êdî kes nikare gerîlayan serwext bike çimkî baweriya wan tenê bi rêberê wan Abdullah Ocalan tê, lewma divê ew bikaribin bi rêberê xwe rasterast hevdîtin bikin. +Duran Kalkan, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Stêrk TV ku îro hat belavkirin, ragihand ku BDP û HDP nûnertiya PKKê û gerîlla nakin û muxatebê wan tenê Ocalan e. +Kalkan anî ziman ku piştî hevdîtinên bi Ocalan re şanda HDPê tiştekî dibêje hikûmeta Tirkiyê tiştekî din dibêje, ev jî dibe sedema bêbaweriyê lewma gerîla û PKK tenê bi gotina rêberê xwe bawer dike û ji ber wê jî divê derfetên dîtina rasterast a Ocalan ji PKKê re çêbibe. +Wî rayedarê PKKê her wiha destnîşan kir ku her ku tiştek çêdibe êrîşî BDP-HDP dikin, bila herkes zanibe ku ew ne PKK û ne gerîlane û ji Erdogan re wiha got: ";Eger tu mêrxasî were hesab ji me bixwaze."; +Li ser aloziya vê dawiyê ya çûyîna komek gencên kurd bo nav refên PKKê, ku di medya Tirkiyê de wek ";revandina zarokan"; tê şirovekirin, Kalkan got, ew zarokên ku ew behs dikin li ba me genc in û ji ber zilm û zora dewletê û hêrsa Erdogan direvin tên çiya lê me heta niha ti kes bi zorê nedaye sekinandin û yên ku tên bi dilê xwe tên û eger nexwazin jî dîsa vedigerin. + +Efrîn (Rûdaw)- Duh, Duşemê, danê êvarî demjimêr 22:30 çalakvanek bi navê Wehîd Mehmûd Mistefa li ser riya Reco li Efrînê ji aliyê girûpeke çekdar ku ser çavên xwe girtibûn hate revandin û piştî çend demjimêr aşkence hat berdan. +Wehîd Mehmûd Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew bi otombîlek spî ji corê ";Van"; ku 5çekdar têde bûn hate revandin dema ku diçû kafê nêt. +Herwiha Mistefa ragihand ku ew piştî du demjimêran hate berdan,lê berî ku wî berdin gelek eşkence bibû ku bi qandaxa çek li ling û serê wî dixistin. +Li ser sedemên revandina wî, Wehîd Mehmûd Mistefa ragihand ku wan jê re gotibû ku ew li ser rûpela xwe ya facebookê pishtgiriya shoresha Sûrî dike û di shoreshê de ye. +Tê zanîn ku berî demeke din jî çalakvanek din li Efrînê bi navê Selah Elo hatibû revandin ji ber van sedemên ku Çalakvan Mehmûd pê hatibû revandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ceafer Şêx Mistefa got ku wan berî niha hişiyarî ji rewşa Mûsilê dabûn û dizanîn ku dê wiha biserê wê were, lê kesî guh neda wan, herwiha xelkên Herêma Kurdistanê piştrast dike ku ";Grûpa DAÎŞ nikarte li Kurdistanê tiştekî bike."; +Ceafer Şêx Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, berî niha Wezareta Pêşmerge hişiyarî derbarê lawaziya Artêşa Iraqê dabûn û dizanîn ku grûpên radîkal dikarin dest danin li ser navçeyê, lê wek ku wî got ";Hinek fermanderên neserkeftî di nav Artêşa Iraqê de didîtin ku ew li navçeyê serkeftî bûn, lê derket ku ew newiha ne."; +Derbarê metrisiya beşek ji xelên Herêma Kurdistanê li ser belavbûna aloziyên Mûsilê bo Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge got: ";Ez wan piştrast dikin ku ev yek çênabe û ew grûp karîna wê nîne û dê bişkin jî eger wiha bikin."; +Li ser pirsa egera şandina Hêzên Pêşmerge bo Mûsilê jî, navhatî diyar kir ku: ";Çûna Hêzên Pêşmerge bo her navçeyeke Iraqê dive li gor rê û şûnên taybet be û pêwîste bi fermî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê, wek fermanderên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê bê kirin ji nû dê Pêşmerge amade be biçe her cihekî."; +Ceafer Şêx Mistefa derbarê egera dûbarebûna wê rewşa niha li Mûsilê heye û DAÎŞ dest dane li ser Kerkûkê wiha ragihand: ";Ev yek çênabe, ji ber ku em dê heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li Kerkûkê bikin û ez ji xortan jî piştrastim ku ew dê bi awayekî xwebexş dakokî li wê beşa Kurdistanê bikin."; +Derbarê pirsiyara ku çima Hêzên Pêşmerge heman dakokî li Mûsilê nake, Wezîrê Pêşmerge got: ";Li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge tê de ne û dezgehên ewlekarî jî di dest Kurdan de ne, lê li Mûsilê rî nedan Pêşmerge ku biçin nav bajar, eger na me nedihişt ku wiha biserê Mûsilê bê."; +test + +Hewlêr (Rûdaw)- Zêdetirî 100 leşkerên Kurd ên di nav artêşa Iraqê de li avahiya operasyonên taybet li bajarê Tikrîtê (navenda parêzgeha Selahedînê) ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin. + +Leşkerekî ji wan di rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ew zêdetirî 100 Kurdên ser bi Garda Niştimanî ya Iraqê ne û li avahiya operasyonên taybet ên Tikrîtê ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin, herwiha rê derketinê jî li wan hatiye girtin";. + +Bi gotina wî leşkerê Kurd, ";DAÎŞ moleta 2 saetan daye wan ku eger avahiyê vala nekirin, ew dê êrîş wan bikin";. + +Leşkerê Kurd diyar kir ku ew niha nizanin çi bikin û rêya derketinê jî li ber wan girtiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê deriyê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz ragihand ku duh sêşemê 450 kes di rêya Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê, dibe ku bi vê yekê rê li ber lihevkirina her du encûmenên kurd li Rojavayê Kurdistanê jî bê xweşkirin. + +Mistefa Ebdilezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew û rêveberiya deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê li hev kirine ku derî li ber vegera hemwelatiyên Rojava û derbaskirin alîkariyan her vekirî bimîne. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên vê dawiyê yên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de, daxwaz kiribû ku zemîne ji bo destpêkirina karê hevbeş navbera her du aliyan de bê peydakirin. Yek ji mercên ENKSê jî ji bo karê hevbeş ew bû ku deriyê Sêmalka bê vekirin. + +Ji roja 10ê hezîranê de, ew derî hatiye vekirin û bi gotina rêveberê deriyê Sêmalka, li gor rêkeftina navbera wan û rêveberiya Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê, wê derî li ber vegera Kurdên Rojava, derbaskirina alîkariyan û şandên siyasî bi awayekî berdewam vekirî be. + +Mistefa Ebdilezîz hêvî xwest ku ew bikaribin ligel rêveberiya Pêşabûrê bigihin rêkeftinekê ji bo ku derî li ber hatin û çûna xelkê jî bi yekcarî bê vekirin. + +Deriyê Sêmalka ango Pêşabûr di sibata 2013an de navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat vekirin. + +Ew derî di destpêkê de ji aliyê komîteyên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) dihat birêvebirin. + +Lê piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û rêveberiyên herêmî li Cizîrê, Kobanî û Efrînê hatin avakirin, deriyê Sêmalka ji bin kontrola komîteyên her du encûmenan hat derxistin û niha rêveberiya derî di destê rêveberiya herêma Cizîrê ya xweseriya demokratîk de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertuglu Kurkçû derbarê daxistina ala Tirkiyê li navçeya Lîcê ya Amedê de, ragihand ku dibe ku ew kar ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatibe kirin. + +Ertuglu Kurkçû di hevpeyvîneke CNN Turk de got ku ";bûyerên vê dawiyê li Lîcê şirîta bûyerên daxistina ala Tirkiyê tîne berçavê mirov, ku hemû carekê pirsa Kurd nêzîkî qonaxeke hestyar û hesas dibe, bûyerên wiha diqewmin, kesên ku al daxistine li derveyî îradeya wan kesan in ku dixwazin pirsa Kurd pêşve bibin";. + +Hevserokê HDPê bi bîr xist ku di kongreya sala 1997an de ala Tirkiyê hat daxistin û got ";Piştî lêkolînan derket ku kesê al daxistiye ji aliyê berpirsekî MÎTê ve hatibû tûjkirin";. + +Kurkçû bal kişand ku ";berpirsên wê navenda leşkerî ya ku lê anîn xwarê, gelek bi jîrane mamele kirine dema gotine ku ji ber agirbest heye û pêvajoya aştiyê dimeşe wan hêz li hember wî karî bi kar ne aniye";. + +Serokerkaniya artêşa Tirkiyê derbarê bûyerê de gotibû ku ";roja 8ê hezîranê grûpekê li nêzîk navendeke hêzên ezmanî li Amedê bêyî destûr xwepêşandanek li dar xistin û kesekî ser û çavê wî nixumandîbû êrîşî ala Tirkiyê kir";. + +Serokerkaniya artêşa Tirkiyê diyar kir ku ewê li wî kesî bigere û wî ceza bike. + +Berekat Îsa +Şingal (Rûdaw)- Rêveberê asayişa Şingalê Şewket Kanîkî ragihand ku zêdetirî 2 hezar pêşmerge rêya navbera bajarê Duhok û bajarokê Şingalê diparêzin. + +Şewket Kanîkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku rêya navbera Duhok û Şingalê bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û kesên bixwazin dikarin di rêya Rebîhe re hatin û çûnê navbera her du bajaran bikin. + +Rêveberê asayişa Şingalê tekîd kir ku ti pêwîstiya wan bi çekdarkirina ciwanan tine ye û hêzên asayişê bi xwe dikarin deverê biparêzin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, bi dehan ciwanên Şingalê ji hêzên asayişê û pêşmerge xwestibûn ku ew jî çekdan rakirin ji bo parastina Şingalê, lê hêzên ewlekariyê ev red kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay ragihand ku di nav KCKê de li gor ku medyaya Tirkiyê digot nêzîkî 1000 endamên rêxistina MÎTa Tirkiyê hene û îhtîmala mezin ew kesê ku ala Tirkiyê daxistiye yek ji wan be. + +Burkay ji medyayê re diyar kir ku ";ew kes ne zarok e, diyar e ku wî perwerdeya komandosê dîtiye, lê ya balkêş ewe ku çima hêzên ewlekariya li wê derê destêwerdana wî kesî nekirin";. + +Kemal Burkay aşkere kir ku ";ev bûyer zelal diyar e ku provaksyone û dema ku xwepêşandanên wiha çêbibin dibe jêrzemîneke xurt ji provakasyonan re";. + +Serokê HAK-PARê destnîşan kir ku ";di dema borî de gelek bûyerên wiha rûdan û di encamê de derket holê ku bi destê MÎTa Tirkiyê çêbûye û ne dûre ku endamên rêxistina Ergenekonê jî kiribin";. + +Di xwepêşandanên roja 9ê hezîranê li Amedê, ciwanek ala Tirkiyê li ser bargeha hêzên ezmaniya Tirkiyê anî xwar. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bêyî ku ti şerekî bike, deiryê sînorî yê Rebîhe yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin, lê hîn li ser rêvebirina derî ligel rêveberiya derî li aiyê Rojavayê Kurdistanê li hev nekirine. + +Li aliyê Başûrê Kurdistanê navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye, li aliyê Rojavayê Kurdistanê jî ew derî bi navê Til Koçer e û di bin kontrola şervanên YPGê ne yên ku wek baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tên naskirin. + +Berpirsê lîwaya 8 ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku duh piştî ku hêzên Iraqê yên li deiryê Rebîhe reviyan û derî vala kirin, hêzên pêşmerge bêyî ti şerekî bikin şûna wan girtin. + +Rêveberê deriyê Til Koçerê Siyasmend Mistefa duh ji Rûdawê ragihand ku ";hêzên Iraqê dora saet 4ê sibehê ji Rebîhe reviyan û pêşmerge şûna wan girtin, lê deriyê sînor li her du aliyan di destê şervanên YPGê de ne";. + +Li hember vê yekê berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";şervanên YPGê derbasî Rebîhe nebûne û ew teqnê li Til Koçer e û niha di amadebaşî û alarmê de ne";. + +Berpirsê lîwaya 8 ya hêzên pêşmerge got ";Deriyê Rebîhe li aliyê Başûrê Kurdistanê di destê pêşmerge de ye û li aliyê Rojavayê Kurdistanê PYDê heye, lê em hîn nizanin emê çawa derî birêvbibin, ji ber dibe ku hêzên zêrevanî bêne cihê me";. + +Haşim Sîteyî aşkere kir ku heta niha ti civînek navbera wan û PYDê derbarê awayê rêvebirina deriyê Rebîhe û Til Koçer de nehatiye kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet aşkere kir ku fewceke artêşa Iraqê ku Kurd jî di nav de hene, xwe radestê hêzên pêşmege kirine. + +Helgurd Hîkmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku fewca 4 a lîwaya 15 a artêşa Iraqê şeva borî xwe teslîmî wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin û wezaretê jî pêşwaziya wan kir. + +Hîkmet diyar kir ku fermandarê wê fewcê Kurd e û leşkerên Kurd jî di nav de hene. + +Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta pêşmerge red kir ku serokê Herêma Kurdistanê heta niha ti fermanek dabe pêşmerge û got ";Valahiyeke gelek metirsîdar çêbûye, bi taybet li navçeyên Kerkûk û Mûsilê, dema artêşa Iraqê li wir nemîne, yan divê em li cihê xwe bimînin û DAÎŞ were cihê artêşê, yan jî divê em bi xwe cihên artêşê dagirin";. + +Helgurd Hîkmet herwiha got ";Li hinek cihan valahiyeke ewlekariyê ya metirsîdar çêbûye, ji ber ku artêşa Iraqê îradeya xwe ji dest daye û ji cihê xwe derdikeve, em jî neçarin ku hêzên pêşmerge bişînin wan cihan, li Kerkûkê cihê wiha hene ku niha di bin kontrola pêşmerge de ne";. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê 4 kes serjêkirin û hêzeke artêşa Iraqê li heman parêzgehê çekên xwe danîn û reviyan. + +Çavkaniyekê ji polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li xala kontrolê ya Mezrehe li nêzîkî nahiyeya Reşad a girêdayî parêzgeha Kerkûkê, 4 kes ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin serjêkirin. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, leşkerên lîwaya ";Dilsozên Niştiman"; a artêşa Iraqê li bajarokê Daqûqê ber bi başûrê Kerkûkê û derdora bajarokê Xurmatû ve reviyan. + +Hêzên wê lîwayê 200 Hummer û otombîlên leşkerî li pey xwe hiştine. + +Kerkûk (Rûdaw)- Nahiyeya Keyan a girêdayî parêzgeha Kerkûkê ku berî niha di destê fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê û fermandariya operasyonên Dîcle de bû, ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nahiyeya Keywan bûn û li wir belav bûn. Pêşmerge piştî wê yekê çûn ku hêzên fîrqeya 12 û Dîcle cihên xwe li nahiyeyê vala kirin û reviyan. + +Li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin û li wan cihên ku artêşa Iraqê ji ber êrîşên DAÎŞê direvin, pêşmerge cihên wan dadigire. + +Berpirsekî wezareta pêşmerge derbarê vê yekê de dibêje ku pêşmerge naxwaze DAÎŞê cihên artêşa Iraqê jê dikişin, bigire. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên artêşa Iraqê li parêzgehên Kerkûk û Neynewayê direvin û hêzên pêşmerge ji bo dagirtinan valahiya ewlekariyê, cihên wan digirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê balafirgeha Huriye ya leşkerî li Kerkûkê vala kirin û reviyan, hêzên pêşmerge jî yekser ew balafirgeh kontrol kirin. + +Li bajarê Mûsilê jî, artêşa Iraqê balafirgeha sivîl a bajêr vala kiriye û reviyane, bi heman awayî jî hêzên pêşmerge li cihên wan balafirgeh kontrol kirin. + +Her îro û piştî ku hêzên fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê û hêzên Dîcle ji nahiyeya Keywan a girêdayî parêzgeha Kerkûkê reviyan, hêzên pêşmerge cihên wan girtin. + +Şingal (Rûdaw)- Li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê li qeza Şingalê, şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê berdewm dike. Malperke nêzîkî PYDê jî dibêje ku şervanên YPGê di wî şerî de piştgiriya pêşmerge dikin. +Peyamnêrê Tora Meydyayî ya Rûdawê li Şingalê ragihand ku li xala sînorî ya Seydo Kulî li rojavayê nahiyeya Sinûnê ya girêdayî qeza Şingalê, şerê navbera pêşmerge û DAÎŞê berdewam dike. +Peyamnêrê Rûdawê tekîd kir ku piştî ku DAÎŞê dest danî ser bajarê Mûsilê, hêzên artêşa Iraqê ji xala sînorî ya Seydo Kulî reviyan û çekdarên DAÎŞê cihê wan girtin, pişt re şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û DAÎŞê li wê navçeyê derket. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, gelek kuştî û birîndarên DAÎŞê li wê navçeyê hene û hêzên pêşmerge jî pêşdikevim. +Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê diyar kir ku ew xala sînorî gelek girîng e, lewra hêzên pêşmerge bi hemû awayekî hewl didin ku DAÎŞ ji wê xalê û navçeyê jî derbikin. +Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re got ku çekdarên DAÎŞê di şerê li xala sînorî ya Seydo Kulî de cenazeyê kuştiyên xwe li pey xwe dihêlin. +Her derbarê wî şerî de, malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ragihand ku di şerê li ser sînorê Şingalê de ";şervanên YPGê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê de piştgiriya hêzên pêşmerge dikin. +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, bajarokê Cezhe nêzîkî xala sînorî ya Seydo Kulî ye. Ew bajarok di bin kontrola YPGê de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ocalan dibêje, eger nexşeya pêvajoyê derbiketa niha bûyerên Lîcê ne dihatin jiyan kirin. +Cîgira Serokê koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê, Perwîn Buldan ragihand ku rêberê PKKê Abdula Ocalan dibêje ku , êdî ew rêbaza desthilatdariya hikûmeta AKPê nayê qebûl kirin û pêwîste dev ji wê rêbazê berde,û amadekariyên şer li herêmên Kurdan jî bi dawî bîne. +Buldan ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku, Ocalan anî ziman ku, pêwîste ew komxebata pêvajoyê ku li Amedê dest bi xebata xwe kiriye berdewam bibe, û eger heta niha nexşeya pêvajoya aşitî hatiba ragihandin wê bûyerên Lîcê rû nedana. +Perwîn Buldan destnîşan kir ku, Abdula Ocalan tekez kir ku, çêkirina qereqol û bendavan, û zêdekirina hejmara leşkeran li Kurdistanê, tê wateya amadebûna şer, û bê bawerî ji pêvajoyê, û ew tişt jî hêşt ku gelê kurd li dijî wê derkeve û xwepêşandanan bike. +Perlementera HDPê ya Colemêrgê got,Rêberê PKKê, hişyarî da hikûmet û gelê kurd li bakûr ku, jêrzemîna pirovakasyonan çênekin, û xwe ji bûyerên tund ku zirarê bide pêvajoyê dûrbixînin. +Perwîn Buldan da zanîn ku, Ocalan wê di demeke nîzîk de nameyeke berfire ji rayedarên KCKê re binvîse, lê xwestiye ku şanda HDPê bi ziman naverokê vê hevdîtinê ji bo KCKê ragihînin. + +Hewlêr ( Rûdaw )- Endamên û Serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yên ji aliyê asayişa ser bi PYD ve hatibûn ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn nefîkirin bo Herêma Kurdistanê , wê nêzîk vegerin malên xwe . +Endamê polîtburoya PDK-S, Beşar Emîn ji Tora Mediyayî ya Rûdawê re raghand :"Piştî gotûbêjan bi hevalên xwere li hundir û li dervey Rojavayê Kurdistanê em gihan wê biryarê ku veger biryara raste û li gor vê pêvajoyê ye ." +Herwiha Beşar Emîn got: "Li ser vegera me çi rêkeftin bi PYD û EGRK re nînin û me di destpêkê de jî gotiye , em ne li benda wanin heta em vegerin yan venegerin welatê xwe, lê bitenê em li benda biryara partya xwe ne " +Wî Endamê polîtbîrûa PDK-S di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku: "Em endamên PDK-S yên hatin derkirin û yên rê li wan hatiye girtin ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê tevî Sekreterê PDK-S, Siûd Mela van du rojan emê vegerin Rojava, dibe ku hin endam jî hebin ku nexwazin vegerin " +tê zanîn li 15 / 5 / 2014 her çar endamên polît birûa PDK-S ( Nafi Beyro , Mihemed Sedûn , Mihemed Elî , Elî Îbrahîm ) hatin nefî kirin ji Rojavayê Kurdistanê û beriya wê jî Beşar Emîn jî hatibû nefî kirin û her wesa rêya vegerê li ber sikreterê PDK-S hatibû girtin li ser sînorê di navbera Rojavayê kurdistanê û Bakurê kurdistanê de. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê frakisyona Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê, Letîf Mistefa derbarê banga Nûrî Malikî de bo ragihandinda rewşa awareta li Iraqê da zanîn ku ew dê sibe beşdarî civîna parlamentoyê bibin lê ew neligel ragihandina rewşa awarete ne. +Letîf Mistefa di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Fraksyona Gorranê dê beşdarî civîna sibe ya Parlamentoya Iraqê bibe, lê em neligel ragihandina rewşa awarte ne."; +Duh, Çareşemê, Nûrî Malikî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kiribû ku cvînek neasayî lidarbixe bo ragihandina rewşa awarte li Iraqê, sibê jî parlamento bo wê mebestê dicive. +Serokê frakisyona Gorranê di Parlamentoya Iraqê de got:";Em dê ligel aliyên din ên Kurd yekhelwest û yek biryar bin."; Hevdem bidûr zanî ku ragihandina rerwşa awarte dengên pêwsît di parlamentoyê de bîne, yan jî rêjeya amdebûyan alîkar be bo vê yekî. +Eger hat û rewşa awarte hat ragihandin, Letîf Mistefa 3ê merc wek pêwîst dan zanîn da ku ev rewş bê ragihandin ew jî evin: +Yekem, Rewşa awarte beşkî be, wate negiştî, tenê wan parêzgehan vegire ku pêwîstî pê be, ev jî piştî şîrovekirineke pêwîst dibe. +Dûyem, Divê proje yasayek bê amade kirin û tê de desthilatên serokwezîr rabighîne. +Sêyem, Divê temenê parlamento bê dirêjkirin, ji ber ku nab temenê parlamentoyê bidawî hatibe û rewşa awarte raghîne, ji ber ku wê demê dê Malikî arezûya dektatoriyetê bisepîne. +Derbarên navçeuên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, navborî got:";Dibe ku ew bajarok û gundan diyar bikin ku dê rewşa awarte wan vegire."; +Ji aliyê Behzad Mîranî û Aso Fîşegî + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji desteya bergirî ya Kantona Cezîrê, ku ji aliyê PYD û hevalebendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandine, got ku ew bo hevkariya Hêzên Pêşmerge çûne ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de da şerê çekdarên DAÎŞ bikin, lê Wezareta Pêşmerge ew daxuyanî red kir. +Çavkaniyekê ji desteya bergirî ya Kantona Cezîrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro demjimêr 11ê berînro, civînek di navbera Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê li navçeyeke sînorî birêve çû."; +Çavkaniyê got jî ku: ";Di civînê de, her du alî rêkeftin li ser parastina 25 kilometir ji sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê û parastina navçeya Rebîe û deriyê sînorî yê Rebîe ji êrîşên DAÎŞê."; +Wê çavkaniya desteya bergirî Kantona Cezîre ragihand ku ";Pêşmerge û YPG rêkeftine ku êdî rê ndein ku Artêşa Iraqê vegere wê navçeyê."; +Ji aliyê xwe, Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişiyariya Niştimanî li Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ew daxuyanî redkir û got: ";Ti civînek di navbera Pêşmerge û YPG de birêve neçûye û ti rêkeftinek bi wî corî jî nehatiye îmze kirin."; +Hevdem YPG, ku baskê leşkerî yê PYD ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku ";Ji encama valahiya ewlekarî li gundê Rebîe ya Iraqê (…), YPG bihemahengî ligel Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê deriyê sînorî, yê Rebîe, parstin."; +Heriwha YPG di daxuyaniye xwe de dibêje jî: ";Îro piştî nîvor çeteyên DAÎŞ êrîşî yekîneke Pêşmerege kir, dema ku dixwestin bazgehekê li ser sînor kontrol bikin li beramber gundê Selîme ji aliyê Sûrî ve, lê YPG derbsa bû û hevkariya birayên xwe kirin û di rûyê eçteyên DAÎŞ de rawestan û ew neçar kirin da ku birevin."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Nadir Ebdulla ragihand ku ti hêzeke Fermandarya Operasyonên Dicle li sînorê parêzgeha Kerkûkê nemaye ";Hemûyan pêgehên xwe bicih hiştine."; +Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, Nadir Ebdulla di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Îro serê sibehê, em çûn hin navçe û bargehe, me dît ku hêzên artêşa Iraqê kelûpelên xwe yên leşkerî bicih hiştine, piştire aşkere bû ku bêy ku artêş kesekî ji DAÎŞê bibîne, pêgehên xwe bicih hiştine."; +Herwiha Ebdulla matmayî ma ji wê yekê ku çawa Artêşa Iraqê bi asayî ji pêgehên xwe reviyane ji ber ku ";Kelûpelên pêşkeftî û gelek keresetên leşkerî di dest wan de bûn."; +Derbarê çarenivîsa wan efser û leşkerên reviyayî li parêzgeha Kerkûkê, Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê got: ";Ew li cem me ne û silametin."; +Herwiha li ser gotegotin ku dibêjin dizî li wan navçeyên ku Artêşa Iraqê bicih hiştine çêbûye, Ebdulla ragihand ku: ";Ez nikarim bibêjim tiştek çênebûye, lê dibe ku çend haletek çêbûbin û hinek ji welatiyên Ereb wiha kiribin, lê em rê nadin tiştên wiha bibin û çi kesê talanê bike em wî darezînin."; +Derbarê çekên bicih mayî yên Artêşa Iraqê, ku gelo bidest DAÎŞ ketine, Fermanderê lîwayê 2 yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wiha bersiv da ";Ew necihê metirsiyê ye."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Lîwayê yek ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeya Til Werd bi temamî kontrol kir û şer li wir rawesta. +Çavkaniyekê ji navçeya Til Werd, ku dikeve rojavayê Kerkûkê de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Demijmêr 18:00 şer li Til Werd raweste û navçe ket bin destê Pêşmerge de."; +Li gor gotina wê çavkaniyê ";Çekdarên DAÎŞ tenê bi çekên nîşançî şer dikirin û nêzîk nedibûn."; +Herwiha çavkaniyê red kir ku hêzên dijî terorê beşdaîr wan operasyonan bûbin û got: ";Lîwayê yek ê Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên derdoar Kerkûkê di operasyonê de beşdar bûn."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke nû di navbera hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê de çêbûbe. +Çend dezgehên medyayî nûçeyek belav kirin ku dibêje ";Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi serpiriştiya Amerîka rêkeftine li ser wê yekê ku dê Iraq rê bide Kurdistanê da ku petrola xwe bişîne bifiroşe û di himber de Hêzên Pêşermege şerê DAÎŞ li Mûsilê bikin."; +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke wiha çêbûbe û wiha got: ";Ev nûçe destkirde û ji hemû rastiyekê dûre û ti bingeh jî jê re nîne."; +Sefîn Dizeyî tekez kir jî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge pabedndin bi pasaratin asayiş û aramiya herêm û welatiyên Herêma Kurdistanê û naveçeyên Kurdistanî yên derveyî êadareya Herêma Kurdistanê û ";Bi hemû awayekî bergirî li wan navçeyan dikin û li ti cihekî rê nadin bibin armanc û bikivin bin metirsiyê de."; + +Wan (Rûdaw)- Li bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hat.....zaniyariyên zêdetir bealv dikin +Hewlêr (Rûdaw)- Malbatên her 28 şofêrên Kurd ên ku ji aliyê DAÎŞê ve hatine revanidn niha li Hewlêrê ne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku malbata wan her 28 şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve hatine revandin û niha ti agahiyek li ser wan nîne, hatina paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. + +Roja 09.06.2014, 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. + +Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji şofêrê bi navê Husnu Akbaş bi dest xistiye, piraniya şofêrên ku hatine revandin ji Silopiya Şirnexê ne û Kurd in. + +Navê şofêrên ku hatine revandin ev in: +Mêrdînê: Osman Maruk, M. Nezir Çakan, Mehmet Taşdoner,Ahmed Çelîkoglu, Saît Çobanoglu + +Silopî: Tayar Ökten, Ramazan Şîmşek, Ozgur Şîmşek, Selahedîn karakum, Servet Karakum,Mehmet Kantarci, Serdar Bayrak. +Riha: Hanifi Aktan , Halil Aktan, İbrahîm Uslu, Ceyvan îsmaîloglu +Mereş: Okeş Şen. + +Kerkûk (Rûdaw)- Di rûbirûbûnên navbera polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê bi alîkariya Hêzên pêşmerge û çekdarên rêxitsina radîkal DAÎŞ li navçeya Til Werd, 10 çekdarên rêxitsina navborî hatin kuştin û 7 din jî birîndar ketin. +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Rûdawê re got ku polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge demjimêr 11:00 berî nîvro êrîşî çekdarên DAÎŞ li navçeya Til Wertd kirin, dema ku dixwestin wê navçeyê kontrol bikin. +Serhed Qadir aşkere kir jî ku ";Di wî şerî de 10 çekdarên DAÎŞ hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn."; +Herwiha çavkaniyekê ji nexweşxaneya Hewîce ragihand ku termê kuştiyan herwiha birîndarên DAÎŞ bo nexweşxaneya navborî hatin veguhestin ";Du ji kuştiyan jî xelkên Kerkûkê bûn."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara vê heftiyê ya çapa Ewropa ya Rûdawê îro sibehê ket ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê. + +Di hejmara 253 ya vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de, çend mijarên siyasî, aborî, kultûrî û aborî yên girêdayî her çar perçeyên Kurdistanê cih digirin. + +Rojnameya Kurdên diyasporayê vê heftiyê bal dikişîne ser hûrgiliyên kontrolkirina çend bajar û navçeyên Iraqê ji aliyê rêxistina DAÎŞê ya radîkal ve. + +Herwiha hevpeyvîneke taybet ligel rojnamevan û nivîskarê navdar ê amerîkî Thomas Friedman hatiye kirin ku tê de behsa paşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn dike. + +Hunermendeke Kurd jî di hevpevyvîna vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de dibêje ";bi stranên kurdî nabim hunermendeke cihanî"; û çend nihênî û sirrên jiyana xwe aşkere dike. + +Wek her hefte jî, Rûdawê cihekî taybet daye gotarên nivîskarên Kurd. + +Para zarokan wek her car di çapa Ewropa ya Rûdawê de heye. + +Germiyan (Rûdaw)- Merasîma anîn û bixakspartina 56 rufatên xelkê Germiyanê yên ku hatine enfalkirin, îro saet 9ê sibehê li bajarokê Rizgarî destpêkir. + +Di merasîmê de tevî malbatên enfalkiriyan, şandeke Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed û şandeke malbatên enfalkiriyên Badînanê jî beşdar in. + +Di merasîmê de, malbatên enfalkiriyan daxwaz kirin ku tawanbar bên cezakirin û gotin ku ";desthilat ji wan tê standin û li caşan vedigere";. + +Ji ber rewşa xirb a ewlekariyê, kesên ku ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê hatibûn vexwendin, tevlî merasîmê nebûn. + +Proseya enfalkirina xelkê Germiyanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li ser 3 qonaxan hat kirin û zêdetirî 550 gundên navçeyê hatin şewitandin. + +Biryar e rufatên her 56 kesan li goristana Dêbene li nahiyeya Rizgarî bi xakê bên spartin. + +Ew 56 kes di serdema rejîma Baes de li zindana Nugre Selman li rojavayê Iraqê hatibûn girtin û piştî îşkencekirinê bi zindî di nav gorekê de hatibûn binaxkirin. + +Duhok (Rûdaw)- Îro parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Duhokê yên nû hatin hilbijartin. + +Di civîna îro ya endamên nû yên encûmena parêzgeha Duhokê de Ferhad Etroşî wek parêzgar,Fehîm Ebdillah wek serokê encûmena parêzgehê û Bêrîvan Selîm Şemo wek cîgir serokê encûmenê hatin hilbijartin. + +Her sê kes jî nazmedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne. + +Di hilbijartinan de, serok û cîgira serokê encûmena parêzgehê ji koma 28 dengan 27 dneg bi dest xistin. + +Herwiha Fehad Etroşî her 28 deng bi dest xisitn û bû parêzgarê Duhokê. + +Parêzgarê berê yê Duhokê navê wî Temir Remezan bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev du rojin zêdetirî 300 leşkerên Kurd ên zêrevanên sînorê Iraqê li qeza Hisêbe ya ser bi parêzgeha Enbarê ji aliyê çekdarên DAÎŞê de hatine dorpêçkirin. + +Fermandarê fewca 2 ya lîwaya 6 a fermandariya 2 ya zêrevabên sînor ên Iraqê Saîd Heyder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev du rojin ew li qeza Hisêbe ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin. + +Saîd Heyder got ";Em nikarin biçin Sûriyê, ji ber ku em dûrî sînorê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola YPGê de ne û ji ber xalên kontrolê yên DAÎŞê jî em nikarin vegerin Şingalê";. + +Heyder aşkere kir ku ";duh wan xwest vegerin Şingalê, lê di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de şer derket û di encam de 19 leşkerên Kurd ên Êzdî hatin kuştin";. + +Ew fermandarê Kurd herwiha got ku ";hêza wan ji 300 leşkeran pêk tê û nêzîkî 200 leşkeran ji wan Êzdî ne";. + +Saîd Heyder di rêya Rûdawê re bang li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bi hawara wan ve werin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge Cebar Yawer piştrast kirk u bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên din ên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne. + +Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bajarê Kerkûkê ji duh çarşemê de bi temamî ket di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Yawer aşkere kir ku niha parêzgeha Kerkûkê bi temamî di bin kontrola pêşmerge de ye. + +Ji tirsa êrîşên çekdarên DAÎŞê, hêzên artêşa Iraqê ji bajarê Kerkûkê reviyan û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê cihên wan girtin. + +Fermandarê lîwaya du ya hêzên pêşmerge Nadir Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşa Iraqê ji navçeyên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê reviyane û hêzên pêşmerge cihên wan girtine. + +Hêzên artêşa Iraqê piştî ku reviyan, beşek mezin ji kel û pel û pêwîstiyên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştine. + + +Duhok (Rûdaw)- Kujerê jina Kurd a 15 salî Dunya li bajarê Duhokê xwe radestê hêzên polîs kir. + +Seroka komîteya bergirîkirin li mafên jinan a Parlamentoya Kurdistanê Êvar Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro kujerê Dunya xwe radestê polîsê Duhokê kir. + +Silêman Ziyab Yûnis ku bi kuştina hevjîna xwe ya bi navê Dunya tometbar e, di vîdyoyekê de ku roja 7ê hezîranê belav kiribû, li wê yekê mukir hat û gotibû ku ";wî ji ber xiyaneta hevjîniyê, Dunya kuştiye";. + +Êvar Îbrahîm derbarê radeskitina Silêman Ziyab de got ";Piştî ku parlamentoyê komîteyek li ser dosyeya Dunya ava kir, em bi awayekî berdewam ligel rêveberên polîs û tundiya dijî jinan di têkiliyê de bûn û me xwest ku kujerê Dunya zû xwe radestê polîs bike";. + +Ew parlamentera Kurd keyfxweşiya xwe anî ziman ku Dunya xwe radestê polîs kiriye. + +Roja 24.05.2014, li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve Duniya, jina temen 15 salî piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Medyaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) belav kiriye ku wezîrê pêşmerge yê Herêma Kurdistanê li başûrê bajarê Kerkûkê rastî hewleke kuştinê hat. + +Li gor medyaya YNKê, karwana otombîlên wezîrê pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa li navçeyên başûrê Kerkûkê rastî êrîşekê hat. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku wezîrê pêşmerge ji hewla kuştinê rizgar bûye û pêşmergeyek hatiye kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî daxwaz ji hêzên pêşmerge û ewlekariyê dike ku mameleyê bi otombîl û kel û pelên leşkerî yên ku artêşa Iraqê li pey xwe dihêle, nekin. + +Li parêzgeh Kerkûkê bi taybet û li navçeyên din ên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê direvin û kel pelên xwe li pey xwe dihêlin, hêzên pêşmerge jî li wan navçeyan cihên wan digirin. + +Kosret Resûl Elî îro peyamek ji hêzên pêşmerge, navxwe û asayişê re şand û ji wan xwest ku ";mameleyê bi wan otombîl û kel û pelên leşkerî nekin ên ku hêzên artêşa Iraqê li pey xwe dihêlin";. + +Elî hişyarî da ku ";her kesek mameleyê bi wan kel û pel û otombîlan bike dê rastî lêpirsîna qanûnî were";. + +Cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz kir ku her kel û pel û otombîleke leşkerî li xalên kontrolê yên Herêma Kurdistanê bên desteserkirin ";divê yekser wan teslîmî fermandariyên hêzên pêşmerge bikin";. + +Kosret Resûl Elî herwiha got ku ";nabê ti awayekî li nav bajêr mamele û kirîn û firoştin bi wan kel û pel û otombîlên leşkerî bê kirin";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çend rojên bê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê vegere Herêma Kurdistanê. + +Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re got ku ";piştî serdana xwe ya serkeftî ji bo Fransa, Îtalya û hevdîtina wî ligel Papayê Vatîkanê û serokomarê Fransayê, serokê Herêma Kurdistanê wê di çend rojên bê de vegere Herêma Kurdistanê";. + +Fûad Hisên red kir ku têkiliya vegera Barzanî girêdayî rewşa niha ya Iraqê be û got ";Serdana serok Barzanî bi dawî hatiye û ne ji ber rewşa taybet a Mûsilê ye";. + +Kerkûk (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa ragihand, heta niha di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane. + +Wezîrê Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa, ji Rûdawê re got, ji ber teqîna bombeke vedayî bi karwanê hêzên pêşmerge li başûrê Kerkûkê 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. + +Mistefa da zanîn, yek ji pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest daye kurê berpirsekî wezareta pêşmerge bû ku pasewantiya bavê xwe dikir. + +Li gorî agahiyên wezîrê pêşmerge, şer hindik hindik di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞê de rû dide lê heta niha nayê zanîn ka kuştî û birîndarên wan çiqase çimkî şerê bereyê ye û her du alî jî kuştî û birîndarên xwe dibin. + +Ceifer Şêx Mistefa eşkere kir ku di şerê han de zêdetir çekên ji curê doşka, hawan, mûşek û çekên sivik tên bikaranîn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê hêza hevbeş ya Hêzên Pêşmerge û Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê li dijî çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê li nêzîk bajarokê Riyad ê ser bi Kerkûkê vê berdewame. +Rêvebrê Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ev zêdeyî 2 demjimêrane ku şer û pevçûnên Hêzên Pêşmerge û Polîsên Bajarok û Gundewarên Kerkûkê ligel çekdarên DAÎŞê li nêzîk bajarokê Riyad berdewame."; +Serhed Qadir da zanîn ku hê hêzên wan neçûne nav bajarokê Riyad û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşermgeyên Kurdistanê hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrolkirine, Wezareta Pêşermege ya Herêma Kurdistanê jî radighêne ku: ";Em her cihekî bigrin jê venakişin û ti vekişandin di pilana me de nîne."; +Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Cebar Yawir di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê amaje kir ku ti navçeyek ji navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nemaye ku ne di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de be û got: ";Hêzên Pêşmerge ew navçe hemû kontrol kirine."; +Ji aliyek din ve Rêveberê Raghandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Rûdawê re aşkere kir ku: ";Vekişan ji wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne di pilana me de ye û bi ti awayekî em ji venakişin."; +Herwiha Helgurd Hikmet got: ";Li her deverekê ku Pêşmerge lê be û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, em ala Kurdistanê tê de bilind dikin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên ragihand, Bexda ji bo hemahengî û alîkariyê pêwendî bi Hewlêrê re danî lê ";êdî dereng bûye";. + +Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo cara yekemîn li ser bûyerên Mûsil, Tikrît û Kerkûkê ji medyaya kurdî re daxuyanî da. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Rûdawê re got, Iraq niha di warê ewlehiyê de perçe bûye û ev jî rewşeke nû ye û wiha axivî: ";Girtina Mûsilê û beriya girtina Mûsilê du qonaxên ji hev cuda ne."; + +Fuad Husên, her wiha da zanîn, Bexdayê ji bo hemahengî û alîkariyê pêwendî bi Hewlêrê re daniye û wiha got:";Lê êdî dereng bûye";. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: ";Me dizanîbû dê tiştekî wisa rû bide, ji ber wê jî me ji Bexdadyê re got ku divê em çi bikin lê wan bersiva me nedan. Jixwe paşê ev rewşa niha çêbû. Pêwendî bi me re danîn û me jî got êdî dereng bûye."; + +Di nav sê rojên borî de çekdarên DAIŞê karîne navendên her du parêzgehên Mûsil û Selahedînê bixin bin destê xwe û hêzên Iraqê ji wan deran derbixin. + +Li gorî ku DAIŞê ragihandiye, ew niha ber bi Bexdayê ve diçin. Hikûmeta Iraqê jî gefa tolvekirineke giran li DAIŞê dixwe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji bajarokê Celewla yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê vekişiyan, bajarokê Celewla ket destê hêzên Pêşmerge û Asayişê yên Herêma Kurdistanê. + +Rêveberê Asayişa Celewla, Raîd Piştîwan ji Rûdawê re got, piştî ku hêzên Iraqê ji xalên pişkinînê yên destpêka bajarokê Celewlayê vekişiyan hêzên Asayiş û Pêşmerge hewl dan deverê kontrol bikin lê komek ji hêza iraqî ya bi navê Suwat xwest pêşiya wan bigirin ji ber wê jî di navbera wan de şer derket. + +Raid Piştîwan da zanîn, niha rewş hatiye kontrolkirin û çekdarên hêza Suwatê jî ji Celewlayê derketine û bajarok bi tevahî ketiye bin destê hêzên Pêşmerge û Asayişê. + +Li gorî agahiyên wî efserê Asayişê, çekdarên rêxistina DAIŞê li gundên erebî yên girêdayî Celewlayê hene lê heta niha nêzîkî navenda Celewlayê nebûne û rewşa bajêr hatiye kontrolkirin. + +Bajarokê Celewlayê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye û nêzîkî bajarê Xaneqînê yê Germiyanê ye. + +Di Celewlayê de herî zêde kurd û ereb dijîn. + +Kerkûk (Rûdaw) – DAIŞê bi wan çekên ji artêşa Iraqê standiye dest bi topbarana deverên azadkirî yên derdora Kerkûkê dike. Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê jî daxwaz ji şêxên ereb ên wan deran dike nehêlin deverên wan ji aliyê DAIŞê ve were bikaranîn. +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwer Hacî Osman, ku li eniya pêş li deverên azadkirî yên derdora Kerkûkê ye, ji Rûdwê re got, daxwaz ji serokeşîrên ereb ên deverên Reşad, Ebû Seyif û Til Werdê kir ku nehêlin deverên wan ji aliyê çekdarên DAIŞ ve ji bona topbarankirina herêmên azadkirî were bikaranîn. + +Enwer Hacî Osman, her wiha got, piştî ku hêzên Pêşmerge çekdarên DAIŞê têk birin vêca niha ji dûr ve bi çekên ku ji artêşa Iraqê standine dest bi topbarana deverên azadkirî yên Pêşmerge kirine. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge anî ziman ku bi rêya Rûdawê peyamekê ji şêx û welatiyên ereb ên wan deveran re dişîne ku nehêlin çekdarên DAIŞê deverên wan ji bona topbarankirina herêmên azadkirî yên di bin destê Pêşmerge de bikar bîne. + +Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji duh ve çûne deverên veqetiyayî yên derdora Kerkûkê. + +Li gorî agahiyên alîkarê wezîrê pêşmerge, hêzên Pêşmerge bi kûrahiya 50 kîlometre çûne aliyê din ên Kerkûkê û li deverên Til Werd, Reşad û Ebû Seyif hatine binecîkirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Hat zanîn, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li Kerkûkê rojnamevanekî kurd jiyana xwe ji dest daye. + +Polîsê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand, li Kerkûkê û di şerê navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê rojnamevanekî kurd ê bi navê Kameran Necim jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, wî rojnamevanî ku wênegir bû, karê xwe yê rojnamevaniyê dikir lê di şer de jiyana xwe ji dest da. + +Kameran Necim, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. + + +Sêmalka (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û 2 endamên polîtbîroya wê partiyê ku îro seet 16.30 derbasî rojavayê Kurdistanê bûbûn, careke din ji aliyê asayîşa Rojava ve hatine vegerandin. +Endamên polîtbîroya PDK-S, Beşar Emîn û Neşet Zaza ligel sekreterê partiyê di dergehê Sêmalka re derbas bûbûn. +Sekreterê PDK-S, Siûd Mele ji Rûdawê re got ew ";Derdora seet 16.30 derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, lê Asayîşa li ser deriyê sînorî, ku ser bi PYD ve ye, ji wan re gotin heta niha fermaneke hikûmî tune ye ew bitemamî derbasî nava axa Kurdistana Rojava bibin, mesele siyasî ye, ji ber vê yekê jî ewê nikaribin derbas bibin."; +Weke tê zanîn, Asayîşa li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê qedexe kiribû ku Siûd Mele di dergehê Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kuridstanê bibe, her wiha Beşar Emîn jî girtibûn û ew derxistibûn derveyî sînor û avêtibûn başûrê Kurdistanê + +Hewlêr (Rûdaw)- Wek cara yekem Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Mûsil, Tikrît û Kerkûkê ji medyaya Kurdî re diaxive, di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên got ku Nûrî Malikî peywendî bi rayedarên Herêma Kurdistanê re nekiriye, lê nivîsgeha wî û serkirdeyên nêzîkî partiya Malikî peywendî bi wî re kirine. +Rûdaw: Li ser pirsa dagîrkirin û kontrolkirina Mûsilê, Nûrî Malikî peywendî bi were kiriye? + +Fûad Hisên: Nexêr, Nûrî Malikî bixwe peywendî bi me re nekirye, lê ofîsa wî û kesên nêzîk Malikî herwiha endamên serkirdatiya Partiya Deawe peywendî bi min re kirine. Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Iraqê jî peywendî bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî re kiriye. +Rûdaw: Bersiva we çibû? Hûn amade ne alîkariya wan bikin? + +Fûad Hisên: Dema ku wan peywendî kir, hemû tişt bidawî hatibû, me jî berî bûyerên Mûsilê peywendî bi wan re kiribû. Min bixwe peywendî bi endamê polîtburoya Partiya Deawe, Tariq Necim re kir. Me behsa rewşê kir û me got ku rewş ber bi xirabiyê ve diçe, baştire ku rûniştinek hebe, da em rewşê şîrove bikin û nêrîna hev bizanin. Herwiha min jê re got ku behsa vê pirsê ji serokwezîr re bike, lê diyare ku wê demê wan girîngî bi nêrîna me nedan, yan wiha pêşbînî dikirin ku ew Mûsilê kontrol dikin û ne bixêra ti kesî ne. berî niha jî Malikî gotibû: Pêwîstiya me bi ti kesî nîne. Şeva ku Mûsil hat girtin, berbanga sibehê dest bi peywendiyê kirin, lê me wê demê got hemû tişt temam bûye. +Rûdaw: Niha Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bicih bûne, gelo ti biryarek heye ku di paşerojê de Pêşmerge vekişin? + +Fûda Hisên: Ew dever Kurdistanî ne û Artêşa Iraqê li wan cihan nemaye. Erkê Pêşmergeyên Kurdistanê, hikûmet û serkirdatiya siyasî ya Kurtdistanê ewe ku xelkê Kurdustanê biparêzin. Pêwîste ew hemû kesekî li ser axa Kurdistanê biparêzin, bi hemû pêkhatan. Pêşmerge li wê deverê ye da ku xelkê biparêze. +Rûdaw: Wate ti birayrek nîne ku Pêşmerge vekişin? + +Fûad Hisên: Ber bikû ve vekişin! ew li mala xwe ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) navên kandîdên xwe bo postên wezarî di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêşkêşî Qubad Talebanî, kesê spartî bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, kir +Kandîdên YNK: +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan +Dr. Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Tenduristiyê +Mehmû Hacî Salih, Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan +Yûsif Goranî, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî +Birayre roja Yekşema bê, Parlamentoya Kurdistanê baweriyê bide wezîrên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. +Herwih berî niha YNK ragihandibû ku dê kesekî ji devera Badînanê bo postek wezarî kandîd bike, lewma polîtburoya YNK di civîna xwe ya Îrao de Xalid Doskî bo Wezareta Rewşenbîrî û Xortan diyar kir. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek çalakvanên sivîl ên jîngehparêz ji ber ku nerazîbûna xwe li hember zuhabûna gola Ormiyê nîşan dabûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin. + +Di rojên borî de, komek çalakvanên jîngehparêz li bajarên Ormiyê û Tewrêzê li dijî hişkbûna gola Ormiyê û xemsariya berpirsên hikûmeta Îranê çendîn kombûnên nerazîbûnê encam dan. + +Wan çalakvanan daxwaz kirin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî girêdayî sozên xwe be bo çarserkirina arîşeya zuhabûna gola Ormiyê. + +Lê hêzên ewlehiyê bi hêceta ku çalakiya han bûye sedema tevliheviyê, komek ji çalakvanan girtin. + +Hikûmeta Îranê lêjneyeke taybet ji bona çareserkirina arîşeya hişkbûna gola Ormiyê pêk aniye û ta niha çendîn kombûn kirine lê bi gotina xelkê deverê û çalakvanan, rewşa wê golê roj bi roj xiraptir dibe. + +Berpirsên Îranê dibêjn zêdetirî 90% ava gola Ormiyê hişk bûye û li gorî daxuyaniya wezîrê enerjiya Îranê, çareserkirina kirîza gola Ormiyê dê 15 salan bajo. + +Silêmanî (Rûdaw)- Partiyên siyasî yên Başûrê Kurtdistanê, çi ewên xwedan hêzên çedkarê û çi ewên din ên ku ti hêzên çekdar di bin destê wan de nînin, amadeyiya xwe tînin ziman bo parastina asayişa Başûrê Kurdistanê li dijî her gef û metirsiyekê. +Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê radighînin ku ew amade ne mil bimil ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî her geq û metirsiyekê li ser asayiş û ewlekariya Başûr, şer bikin. +Heta van salên dawiyê, piraniya siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwedan nivîgehên leşkerî bûn û hêzên wan ên çekdar hebûn, ji bilî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku tenê çek di destê beşa parastina bargehên wê de hebû. +Li gor gotina Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawir ";Hêzên Pêşmerge li çend navçeyan rûbiryê çekdarên radîkal ên DAÎŞ bûne"; vê yekê jî kir ku partiyên siyasî, tevî cudahiyên di navbera wan de, yek helwest bin di pirsa bergiriyê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bê ragihandin. + +Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di destpêka heftiya bê de wê kabîneya heştem a hikûmetê bê avakirin û Nêçîrvan Barzanî ku bi avakirina kabîneyê hatiye erkedarkirin, wê ligel kabîneya xwe ya nû biçe parlamentoyê. + +Fazil Mîranî herwiha got ku ";roja yekeşm anî jî duşemê wê hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû bê avakirin û serokwezîr ligel kabîne û programa xwe dê biçin Parlamentoya Kurdistanê";. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Pêşewayê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Şêx Mihemed Berzencî koça dawiyê kir. +Şêx Mihemed Berzencî ku ji destpêka avakirina Komela Îslamî, pêşewayê wê partiyê bû û bi sedema nexweşiyê îro koça dawiyê kir. +Şêx Mihemed Berzencî yek ji damezrênerên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bû, piştî damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê ew wek pêşewe hat hilbijartin. +Niha termê Şêx Mihemed li mizgefat Hacî Hesen Loke li bajarê Silêmaniyê ye û biryare danê êvarî bo zêda wî li gundê Serkewt ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bê veguhstin û li wir bixak bê saprtin. + + +Kerkûk (Rûdaw)- Rojnamevanê Kurd, Kameran Necim nehatiye kuştin lê ew bigranî birîndar bûye û çekdarên DAÎŞ ew dîlgirtine. +Rêveberê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Rojnamevan Kameran Necim nehatiye kuştin lê ew bigranî birîndar bûye."; +Serhed Qadir da zanîn ku niha Kameran Necim li cem DAÎŞ dîlgirtiye û got: ";Em di danûstandinan de ne bo azad kirina wî."; +Duh, Pêşnceşmê, di medyayê hat belavkirin ku rojnamevan Kameran Necim dema şopandina şerê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAÎŞ li Kerkûkê, hatibû kuştin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo şopandina şerê li navçeyê, çûbû derdora bajarê Kekrûkê, li derveyî bajêr ket kemîneke çekdarên DAÎŞê û ji aliyê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve hat rizgarkirin. + +Tîma Rûdawê li navçeyeke derdora Kerkûkê ket kemîneya DAÎŞê, lê hêzeke pêşmerge ew ji kemînê rizgar kir û niha tîma Rûdawê bi selametî derbas bû. + +Celewla (Rûdaw)- Bajarokê Celewalyê yê girêdayî parêzgeha Diyale bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de ye. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku Celewla di bin kontora hêzên pêşmerge de ye û hêzên pêşmerge ber bi navçeyên li xwarê Celewlayê pêşdikevin. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku nîşançiyekî DAÎŞê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat kuştin. + +Enqere (Rûdaw)- Piştî daxistina ala Tirkiyê ji aliyê kesekî nediyar ve li Amedê, êrîşên aliyên nijadperest li dijî Kurdan zêdebûn. + +Berê niha jî gellek caran Kurdên li metropolên Tirkiyê dijîn rastî êrîşa wan aliyan dihatin. Piştî aloziya Lîcê û daxsitina ala Tirkiyê êrîşên li dijî Kurdan dîsa destpêkirin. + +Kurdên li paytextê Tirkiyê Enqerê dijîn dibêjin jiyana di bin ewlehiyê de nîne û gelek caran dikan û kargehên Kurdan rastî êrîşên tirkên nijadperesert tên . + +Herî dawî li Enqerê kolana Yukselê ku piranî Kurd lê dijîn, rastî êrîşa grûpekê hat ku ew grûp ji aliyê gel ve weke ";Ulku Ocaklari"; tê naskirin û piranî jî aligêrên Partiya Tevgera Nijadperet (MHP) pêk tên. + +Ulku Ocaklari digel Kurdan êrîşê tirkên demokrat û yên dostên Kurdan jî dike. Ciyê giringiyê ye ku taybet jî di serdema ezmûnan de êrîşan wan aliyên zêde dibin. + +Li gorî şiroveya xwendekarên Kurd sedema wê yêke ew e ku ciwanên Kurd nekevin ezmûna û di dersên xwe de bimînin û polên xwe de derneçin. + +Celewla (Rûdaw) – Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, îro danê sibê di dema şerê hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li devera Celewlayê amade bû. + +Ew dîmenên ku hûn dibînin nîşan dide ku ew şer çawa qewimiye. + +Jixwe niha Celewla ketiye bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurditanê… + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ragihand, Tirkiye ji aliyekî ve pişta çekdarên DAIŞê digire û ji aliyê din jî behsa pêvajoya aştiyê dike. + +Îro, Serokê Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê Stefano Manservîsî li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê çû dîtina hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk. + +Piştî serdanê Ehmed Turk ji rojnamevanan re li ser rewşa Mûsil û Iraqê û siyaseta Tirkiyê li hember çekdarên DAIŞê daxuyanî da û ragihand, Tirkiye heta demek beriya niha jî piştgirî dida çekdarên DAIŞê û rê dida wan ku bi hêsanî li ser sînor herin û werin. + +Ehmed Turk, diyar kir ku ji ber ku Tirkiyê nedixwest Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê bihêz bibe rê dida ku çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin û wiha got: ";Tirkiye him piştgiriyê dide DAIŞê him jî behsa pêvajoya aştiyê dike, ev jî nîşan dide ku hikûmetê ne jidil e."; + +Hevşaredarê Mêrdînê anî ziman ku birîndarên DAIŞê li Tirkiyê tên dermankirin û wiha axivî: ";Çeteyên DAIŞê bi çekên xwe ve ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn. Xelkê Mêrdînê bi çavên xwe didîtin û wêneyên wan jî li ba me hene. Birîndarên DAIŞê li Tirkiyê dihatin dermankirin lê rê nedidan bîrndar û kal û pîrên kurdan."; + +Ehmed Turk, destnîşan kir ku wan her dem digotin dê DAIŞ bibe bela serê Tirkiyê. + +Tê zanîn, çekdarên DAIŞê di êrişa Mûsilê de nêzîkî 80 welatiyên Tirkiyê ku di nav wan de derdora 50 dîplomat û karmendên Konsulxaneya wî welatî li Mûsilê û 30 şofêrên kamyonan hene, girtine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, ji ber valahiya ku li hinek deverên Iraqê çêbûye hêzên Pêşmerge derbasî wan deveran bûne. Barzanî ji hêzên Pêşmerge xwest, bi hişyarî sînorên Kurdistanê û mal û cane xelkê biparêzin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îşev di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, derbarê rewşa Mûsil û deverên din ên nêzîkî Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber têkçûna artêşa Iraqê valahiyeke leşkerî û ewlehiyê li wan deran çêbû û gellek xelkê parêzgeha Mûsilê berê xwe dan deverên aram ên di bin kontrola Pêşmerge de. + +Barzanî, diyar kir ku hêzên Pêşmerge jî ji bona parastina xelkê Kurdistanê, pêkhateyên etnîkî, ayînî û parastina hemû saziyên giştî û tijîkirina wê valahiyê çûne wan deveran ên ku artêşa Iraqê jê vekişiyaye. + +Serokê Herêma Kurdistanê ji hêzên Pêşmerge û Asayişê jî xwest ku bi hişyarî sînorên Kurdistanê û mal û cane xelkê wan deveran her wiha saziyên giştî biparêzin û rê nedin ti binpêkirin û bezandina sînor. + +Barzanî, di dawiya peyama xwe de wiha gotiye: ";Em gelê xwe piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi ti awayekî rê nadin aramî û asayişa Kurdistanê bikeve xeterê."; + +Rebîhe (Rûdaw)- Bajarokê Rebîhe yê Başûrê Kurdistanê yek ji wan navçeyane ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa êrîşên DAÎŞê jê kişiyane. + +Rebîhe ku deriyekî wê yê sînorî ligel Rojavayê Kurdistanê heye, niha bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye. + +Li aliyê Rojavayê Kurdistanê jî, derî di bin kontrola şervanên YPGê de ye û dema ku hêzên Iraqê ji Rebîhe reviyan, YPGê nêzîkî 50 mitran derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî êrîşên çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îsalmî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), hêzên artêşa Iraqê li piraniya navçeya bêy şer û pevçûnekê paşve kişiyan an reviyan û çekên xwe danîn. + +Ligel çêbûna wê valahiya leşkerî, hêzên pêşmerge ber bi navçeyên gerim ve hatin livandin û li wan cihên ku artêşa Iraqê jê kişiyan, bi cih bûn. + +Sînorê Xaneqîn û Celewlayê + +Li wê navçeyê hêzên pêşmere gelekî pêşdeçûne, lê hîn navçeyeke mezin a Başûrê Kurdistanê nektiye bin kontola pêşmerge ku berê di destê artêşa Iraqê de bû û niha DAÎŞê dest daniye ser. + +Pêşmergeyên hêza 70 (ya YNKê) ligel ";hêzên dijî terorê"; şeva borî çûne navçeya Kobaşî ya ku 2 km ji bajarokê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale dûr e. Niha Seidiye di destê DAÎŞê de ye. + +Li bajarokê Qeretepe yê girêdayî heman parêzgehê jî, artêşa Iraqê bi çekên xwe ve xwe teslîmî hêza 70 ya pêşmerge kir, li gor rêkeftina navbera wezareta pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê, çekên wan hêzan bi zîme ji artêşa Iraqê hatine wergirtin, gelek leşker jî li cem pêşmerge ne. + +Celewla niha di destê pêşmerge de ye, li taxa Tecnîdê ya kevin ku DAÎŞ û hinek çekdarên din tê de bûn, pêşmerge şer kir û serkeft. + +Hejmarek mezin a xelkê ji wan navçeyan ber bi Kelarê ve direvin, tê gotin ku niha 20% ji Celewlayê xelk tê de ye û ya din hemû vala bûye. + +Her ligel derketina aloziyan, hêzên pêşmerge ber bi Celewla hatin livandin û niha navçeya Kobaşî, qeza Celewla û navçeya Nawdoman bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û wek wezareta pêşmerge dibêje ";Armanca me ewe ku em derbasî navê Seidiye bibin û wî bajarokî kontrol bikin";. + +Wezareta pêşmerge ragihandiye ku ";hêzên pêşmerge li sînorên çiyayê Hemrînê belav bûne û hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol dike û jibilî şerê li du xalan (Tel Werid û Seidiye) rewşa ewlekariyê li hemû navçeyan aram e";. + +Dema ku rejîma Baes hilweşiya, hêzên pêşmerge di sala 2003yan de hemû navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin xistin bin kontrola xwe, lê ji ber rêkeftinên siyasî hêzên pêşmerge li hin navçeyan ligel hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê xalên kontrolê yên hevbeş danîn û li hin navçeyan jî di sala 2008an de kişiyan, di bûyerên niha de jî careke din hêzên pêşmerge ber bi pêşve çûn. + +Niha û piştî 11 salan, wezareta pêşmerge dibêje ";pêşmerge careke din ji wan navçeyan nakişe ku tê de bi cih bûne";. + +Mûsil + +Pêşmerge li hemû xalên sînorî yên ligel navçeyên Ereban li parêzgeha Neynewayê hene ku ji navçeyên Şelalat, gundê Welîd, qeza Sinûnê, Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik û Um Şebabît pêk tê û hemû jî pêşmerge lê hene, li wan navçeyan ti gundekî Kurdan tine ye ku pêşmerge lê nebe. + +Di 10ê hezîrana 2014an de hêzên pêşmerge çûne nav bajarok; Rebîhe li sînorê parêzgeha Neynewayê û ew navçeya sînorî kontrol kirin. Pişt re hêzên pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê kontrol kirin û wek wezareta pêşmerge dibêje ";eniya rojhilat heta aliyê çepê yê Mûsilê hêzên pêşmerge lê bi cih bûne û ewlekariya navçeyê aram e";. + +Kerkûk + +Roja çarşemê 11/6/2014, hêzên fîrqeya 12 ya ser bi Fermandariya Operasyonên Dîcleyê ve li navçeya Keywan a Kerkûkê kişiyan û hêzên pêşmerge navenda Keywan a leşkerî û balafirgeha Huriye ya leşkerî kontrol kirin, pişt re wezareta pêşmerge ragihand ";nav bajarê Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye"; û niha hêzên pêşmerge li hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Kekrûkê belav bûne. + +Her yek ji nahiyeyên Multeqa, Yaytî, Fetihe, Til Werid, Taze Xurmatû, Beşîr, gundê Mela Ebdullah, qeza Daqûq heta sînorê Xurmatû û xala kontrolê ya Silêman Beg di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne û bi tenê li nêzîkî nahiyeya Til Werid û Mela Ebdullah şer û pevçûn hene û li piraniya navçeyên din rewş aram e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Efserekî pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Iraqê çend navçeyên derdora bajarokê Rebîhe bombebaran kirin. + +Mulazim Îsa Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";balafirên Iraqê 6 navçeyên li derdora Rebîhe bombebaran kirin";. + +Bajarokê Rebîhe yek ji wan navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê ye ku ketiye bin kontrola hêzên pêşmerge. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya desteya rêveber a KCKê ragihand ku pêwîste çalakvan û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di vê demê de dev ji rê girtin û revandina leşker û polîsan berdin. + +KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ";pêwîste xelk dev ji çalakiya girtina dukanan jî berdin, ji ber ku ew gelek zirarê dide aboriya xelkê";. + +Hevserokatiya KCKê anî ziman ku ji ";meha gulanê û were li Lîcê ya Amedê û Meskana Colemêrgê çalakî li dijî çêkirina qereqol û bendevan berdewam dikin û berhemên baş jê hatin girtin, lê êdî dem hatiye ku çalakvanên Kurd şêweyên çalakiyên xwe biguherin";. + +KCKê da zanîn ku ";divê êdî serhildanên demokratîk li hember çêkirina wan qereqolan bên lidarxistin";. + +Wek tê zanîn ji roja 24l gulanê de, di serî de Lîcê û Meskanê, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê çalakî li dijî çêkirina qereqolan berdewam dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-Sê li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asyişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, ev 3 rojin hatiye girtin. + +Ew endamê PDK-Sê bi navê Haşim Miho ye û ev 3 rojin ji aliyê hêzên asayişê ve li Dêrikê hatiye girtin. + +Kurê Haşim Miho, Welîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";bavê wî Haşim Miho ji roja çarşemê 11/6/2014 di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li wir ji aliyê asyişa PYDê ve ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê lêkolîn pê re hate kirin";. + +Welîd diyar ki ku ";piştî lêkolînê, asayişê bavê wî azad kir, lê roja din serê sibê hin çekdar hatin û ew ji malê derxistin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e";. + +Welîd aşkere kir ku wan çend caran serdana zindana bajarê Dêrikê kiriye ";lê ji wa re gotine ku lêkolîn bi Haşim Miho re hê bi dawî nebûye";. + +Haşim Miho endamê kongreya PDK-Sê bû û ji dema ku kongreya wan di destpêka meha nîsanê de hatiye lidarxistin û heta roja çarşemê ya borî li Başprê Kurdistanê bû. + +Haşim Miho xelkê gudê Tilxenzîrê Jêrê yê devera Dêrikê ye, ew bavê 8 zarokane, 4 kur û 4 keçên . + +Heta niha hêzên asayiş û YPGê ti daxuyanî derbarê girtina wî endamê PDK-Sê de dernexistine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku terror li her cihekî be ew dê rûbirûyî bibin. +Neçîrvan Barzanî di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî balkişand li ser çûna Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û got: ";Ew bo mebesta tijekirina valahiya ewlekarî ye."; +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje kir ku, berî hizra çareseriya leşkerî bê kirin, pêwîsta hizra çareseriya siyasî bê kirin. +Nêçîrvan Barzanî carek din jî êrîşa DAÎŞ li ser Mûsilê şermezar kir û got: ";Me xwest alîkariya Bexdayê bikin lê guh nedan me, divê Bexda bixwe berpirsiyariyê helgire."; +Seidiye (Rûdaw)- Balafirên cengî yên Iraqê, Hêzên Pêşmerge li navçeya Seidiye berdoman dikin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, balafirên çengî yên Iraqê navçeyên Hêzên pêşmerge li devera Seidiye bordoman kirin. +Herwiha peymanêrê me li Seidiye da zanîn ku ji encama bordomankirina helîkopterên cengî yên Iraqê, 2 Pêşmergeyan jiyana xwe jidest dane û 11ê din birîndarin. +Peyamnrêrê Rûdawê Aşkere kir jî ku niha şer û pevçûn di navbera hêzên SWAT yên Iraqê û çekdarên DAÎŞ de derketiye, heriwiha hêzên SWAT navçeyên di bin kontrola DAÎŞê de bordoman dikin. +Bajarokê Seidiye ser bi parêzgeha Diyala ve ye, ew bajarok yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. + +Beriya niha jî Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa gotibû, êdî ew li Kerkûkê dimînin û venakişin. + +Kobanî (Rûdaw)- Hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tên naskirin, arma Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji ser ofîsa partiyê li bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê rakir û niha asayiş derdora ofîsê dorpêç kiriye. +Çavkaniykê ji PDK-Sê li Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Asayişa PYDê ji hevalên wan re gotiye ku divê di nava saetekê de ew navê partiya xwe ji ser ofîsa Kobanî rakin, ji ber ku ew partiyeke bê molete."; +Hevdem, endamê polîtburoya PDK-Sê Elî Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:"; demjimêr 11ê berî nîvro nêzîk 40 endamên asayîşê bi hevre avêtin li ser ofîsa PDK-S li Kobanê, bi hênceta wê yekê ku PDK-S molet ji kantonên wernegirtiye, lewra rê li ber welatiyên ku amade bibûm ji bo li darxistina merasîmê bibîra anîna damezrandina PDK-S hate girtin û nearamî kete di navbera wan û hêzên asayîşê de."; +Bi gotina wê çavkaniyê, ";Hevalên PDK-Sê ji asayîşê re gotibûn ku ew navê partiya xwe ranakin, lewra piştî derbasbûna saetekê, hêzên asayişê careke din li ofîsa PDK-Sê vegeriyabûn û navê wê ji ser ofîsa Kobanî rakiribû."; +Çavkaniyê herwiha got ku ";PDK-Sê li Kobanî xwe amade dikir ku îro festîvalekê bi boneya damezirandina yekemîn partiya kurd li Rojavayê Kurdistanê û yekgirtina hemû rêxistinên xwe li herêma Kobanî ragihanda, di ofîsê de li dar bixe, lê hêzên asyişê ofîsa PDK-S dorpêç kiriye."; + +Kerkûk (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, ragihand, hêzên Pêşmerge yên ku di çend rojên borî de ji ber çekdarên DAIŞê çûne Kerkûkê dê li wir bimînin û mal û canê welatiyan biparêzin. + +Parêzgarê Kerkûkê, Dr. Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got, rewşa Kerkûkê aram e û dê her aram bimîne. + +Dr. Necmedîn Kerîm, li ser rewşa hêzên Pêşmerge û îhtimala vekişandina hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê jî got, jixwe hêzên Pêşmerge berê jî li Kerkûkê hebûn lê ji ber rewşa niha û êrişa DAIŞê me pêwîst dît hêzek zêdetir ji Pêşmerge derbasî Kerkûkê bin û Pêşmerge dê li vir bimînin û mal û canê welatiyan biparêzin. + +Parêzgarê Kerkûkê, da zanîn ku artêşa Iraqê bi fermî daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiribû lê ew daxwazî jî piştî ku deverên mîna Hewîce ketin destê çekdarên DAIŞê hat kirin wê demê jî dereng bibû. + +Dr. Necmedîn Kerîm, ragihand ku parastina mal, can, bîrên neftê û gazê her wiha stasyonên elektirîk û avê ji bona wan pir girîng e ji ber ku ew naxwazin ti kirîzek li Kerkûkê derbikeve. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdsitanê ragihand, ti pêşmergeyekî di bûyera êrişa helîkopterên Iraqê de li devera Seidiye jiyana xwe ji dest nedaye û heta niha hêzên asimanî yên Iraqê li ser vê bûyerê daxuyaniyek nedaye wezaretê. + +Îro danê êvarê helîkopterên artêşa Iraqê li devera Seidiye ya girêdayî parêzgeha Diyale dabûn ber bombeyan. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di bûyerê de 3 pêşmerge birîndar bûn. + +Rêveberê Ragihandin û Rewşenbîriyê yê Wezareta Pêşmerge, Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, di êrişa helîkpterên iraqî de ti pêşmergeyekî me birîndar û şehîd nebûye lê ji ber guleyên hawanê yên çekdarên DAIŞê 2 pêşmergeyên me şehdî bûn û çend pêşmerge jî birîndar bûn. +Helgord Hîkmet, her wiha ragihand, heta niha ew êrişa asimanî ya li dijî hêzên Pêşmerge bi temamî nehatiye ronîkirin lê bombekirin çêbûye û ti pêşmergeyek jî zirar nedîtiye. + +Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku piştî wê bombebaranê hêzên pêşmerge yek metre jî li şûna xwe venekişiyane. + +Helgord Hîkmet diyar kir, heta niha hêzên asimanî yên Iraqê ti daxuyaniyek li ser wê bûyerê nedane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja 13.06.2014 li bajarê Çewlika Bakurê Kurdistanê li pêş avahiya BDPê, komeke ji nijadperest û cerdevanan dirûşmên nijadperestî li dijî Kurdan avêtin û gule berdan ezmanan. +Li gor medyaya Tirkiyê, piştî wê bûyerê di navbera ciwanên ser bi BDP ve û wan nijadperest û cerdevanan de pevçûn derket, lê hêzên ewlekariyê destêwerdana wê pêvçûnê kir û di navbera wan û ciwanan de şer û pevçûn derket. +Li çiyayê Meskana Colemêrgê û herêma Xumara navçeya Wanê jî, çalakiyên li hemberî çêkirina qereqolan dewam dike, gelek caran di navbera çalakvan û leşkeran de pevçûn derdikevin. +Herwiha li gor medyaya BDPê, li navçeya Lîcê ya Amedê, careke din di navbera çalakvanên ku çêkirina qereqolan protesto dikin û hêzên ewlekariya Tirkiyê yê navvçeyê de, pevçûn rûda û di encama avêtina bombeyên gazê ji alioyê polîsan ve, ciwanek kurd bi kapsula bombeyê gaze birîndar bû. + +Mûş (Rûdaw) – Li ser tabelaya Şaredariya navçeya Kopê ya girêdayî bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê, di çarçoveya projeya "jiyana pirzimanî" de, li kêleka navê tirkî navê kurdî yê navçeyê jî hat nivîsandin. +Li Mûşê Şaredariya Kopê (navê wê yê tirk Bulanik e) di çarçoveya projeya "jiyanapirzimanî" de tabelaya kurdî û tirkî li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê daliqand. + +Serokatiya Şaredariyê berê li ser odeyan tabelayên kurdî û tirkî daliqandibû, niha jî tabelaya avahiya xizmetê ya li ser Kolana Suat Îsakoglu guherand û tabelaya ku li ser bi kurdî "Şaredariya Kopê" hatiye nivîsandin, daliqand. + +Piştî daliqandina tabelayê Şaredara Kopê Fîgen Yaşarê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev gaveke derengmayî ye û got ku emê xizmeta pirzimanî bidin xelkê xwe. + +Yaşarê diyar kir ku mafê gel e ku bi zimanê xwe xizmetê bibîne û wiha got: "Ev ne tenê du zimanî ye, ev xizmetekepirzimanî û piralî ye. Jixwe jibilî tiştên fermî em rojane bi kurdî diaxivin. Ev ji berê de wiha ye. Pirzimanî cihêtiyê dernaxe holê, yekbûnê derdixe holê." + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn yek ji şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê ku li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandine, ji destê çekdaran reviyaye. Wî şofêrî da zanîn, piraniya şofêran şepirze û birçî ne. + +Roja çarşema borî (11ê Hezîranê), çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) piştî êrişî bajarê Mûsilê kirin, derdora 30 şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê yên ku neft û bar vediguhestin, girtin. + +Li gorî medyaya Tirkiyê şofêrê bi navê Îbrahîm Kaynak karî duh ji destê DAIŞê bireve û vegere mala xwe ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. + +Îbrahî Kaynak, li ser çawaniya girtina xwe got, dema min barê xwe li Hewlêrê vala kir ez ber bi Mûsilê ve çûm lê çekdarên DAIŞê di rê de ez girtim û birim gel wan şofêrên din. + +Kaynak da zanîn ku lê duh li Mûsilê teqînek mezin çêbû û hemû çekdarên DAIŞê yên li derdora wan bûn, çûn cihê bûyerê wî jî ji vê firsendê mifa wergirt û bi kamyona hevalekî xwe berê xwe devera ku hêzên Pêşmerge li wir bûn û rizgar bûn. + +Wî şofêrê kurd ragihand ku rewşa wan şofêrên din zêde baş nîne ji ber ku şepirze û birçî ne û got, Xwedê ti kesî nexe nav destê wan. + +Duh şofêrekî ji Rûdawê re gotibû, em niha li devera Geyare li nêzîkî Mûsilê ne. + +Îbrahîm Kaynak li mala xwe ya li navçeya Serêkaniyê-Riha + +Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Kosret Resûl û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat ragihandin, hêzên Pêşmerge ji ber dilsoziya xwe valahiya ku ji ber vekişîna artêşa Iraqê li hinek deverên Iraqê çêbûye, derbasî wan deveran bûye û vê yekê jî ji bona parastina mal û canê kurd, ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî dike. Di civînê de her wiha ji saziyên navdewletî hat xwestin ku alîkariyên mirovî bidin wan kesên ku ji ber şerê Iraqê dest ji cih û warên xwe berdane. + +Îro li bajarê Hewlêrê, li ser şîrketên Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Alîkarê Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên siyasî û serbazî li ser rewşa Iraqê civiyan. + +Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de bi hûrî behsa rewşa vê dawiyê ya Iraqê û vekişîna hêzên Iraqê ji hinek parêzgehên Iraqê û çêbûna valahiya ewlehî û dagirtina wê valahiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kirin û wiha hat gotin: ";Ev jî ji ber wê yekê ye ku Pêşmerge xwe li hember parastina aramî, mal û canê xelkê wan deveran ji kurdan bigire heta ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî, dibîne û dilsoziya xwe li hember vê rewşê nîşan dide…"; + +Di daxuyaniya civîna Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Kurdistanê de hat ragihandin ku rewşa niha ya Iraqê nîşan da ku tenê bi cîbicîkirina destûrê û bingehên lihevhatinê welat tê birêvebirin û hemû pêkhateyên Iraqê di birêvebirina welêt de beşdar bibin û wiha hat ziman: ";Jixwe rayedarên kurd gellek caran hişyariya vê rewşê dabûn lê mixabin ev yek ji aliyê hinek kesan nedihat dîtin."; + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha li ser vê yekê hat tekezkirin ku hêzên Pêşmerge her dem ";di pozîsyona parastinê"; de bûye û bi ti awayekî neketiye pozîsyona êrişkirinê û naxwaze ti aloziyek li çeperên pêşiyê yên pêşmerge de çêbibe. + +Di civînê de hat gotin ku rewşa niha ya Iraqê tenê bi çareseriyeke rast a siyasî mumkin e ji ber ku tenê bi şêwazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha hat xuyakirin: ";Ji ber wê jî em dîsa dibêjin, eger di navbera kurd, şîe û sunnî û pêkhateyên din de lihevhatin çêbibe wê demê rewşa Iraqê dê aram bibe."; + +Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de hatiye gotin kurd bixwe mexdûrê terorê û reşekujiyê bûye lewma hemû berpirstiyên xwe yên navdewletî dizane ji bona çêbûna aramî û rola xwe ya di dabînkirina ewlehiya cîhanî de. + +Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha biryar hat dayîn, jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiî li Herêma Kurdistanê were avakirin her wiha hinek jûrên demkî jî li deverên din bên avakirin û hemû jî bi hev re hemaheng kar bikin. + +Yek ji biryarên civînê jî ew bû ku tenê Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer mafê wî heye li ser bûyer û xebatên leşkerî yên hêzên Pêşmerge daxuyanî bide. + +Di civînê de tekez li ser alîkarîkirin û hewandina xelkê bajarê Mûsil û bajarên din ên ku ji ber êrişa çekdarên DAIŞê berê xwe dane Herêma Kurdistanê hat kirin û ji saziyên navdewletî hat xwestin, bi hevbeşiya Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî bidin wan penaberan. +Tirbespiyê (Rûdaw) – Hat zanîn, di encama teqînekê de li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane ku hemû sivîl in. + +Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, ragihand, îşev li bajarê Tirbespiyê teqînek mezin çêbû. + +Li gorî agahiyan, di teqînê de ku bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan, herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Hat gotin ku yên di teqînê de mirine hemû sivîl in… + +Tê gotin, teqîn li nêzîkî stasyoneke benzînê ya bajêr çêbûye. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li ser rêya di navbera navçeya Pilûr û navenda Dêrsîmê de endamên PKKê rê bi teqemeniyê daxistin. Li cihê ku rê bi teqemenî û keviran hatibû girtin de pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê' hatibû hilawestin. Pakêteke gumandar jî li navenda bajêr bi funyeyê hat teqandin. +Rojeva germ û aloz li Dêrsîmê berdewam dike. Piştî ku tewş li 'pêvajoya aştiyê' ketî, yek ji cihê ku herî zêde li Bakur dihece, Dêrsîm e. +Duh êvarê rêya di navbera Pilûr-Dêrsîmê de li nêzîkê Newala Salê, endamên PKKê rê bi keviran û teqemeniya sazkirî girtin. Li gor agahiyên ku ji rêwiyên di wan demjimêran de di wir re derbas dibûn hat girtin de piştî endamên PKKê derdora du demjimêran piropaganda kirine, ji wir çûne. Lê belê ji ber teqemeniyê, heta destê sibê rê ji hatûçûnê re bi temamî girtibû. + +Destê sibê her çend rê, bi awayekî yekalî ji hatûçoyê re bê vekirin jî heta destê êvarê jî hê teqemenî li şûna xwe li dar bû. Tenê qasî wesayîteke derbas bibe, rê vekirîbû. Li tenişta cihê ku rê hatibû girtin, pankarta ku 'Ji qaleqolan re na, ji Dêrsîmê silav ji bo Licê, Bijî serok Apo' li ser navê 'Destpêşxeriya Gelê Dêrsîmê' hilawestî bû. + +Herwiha li cihê ku rê hatibû girtin, pêştir parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygun hatibû ji aliyê HPGê ve hatibû girtin. +Li aliyê din îro danê êvarê, li beramberî 'Qereqola Şehît Nahît' a li navenda Dêrsîmê pakêteke gumandar ji aliyê polêsan ve bi funyeyê bi gumîniyeke mezin hat teqandin. Pakêta gumandar vala derket. +Ev di demekî de ye ku KCKê daxwaz ji hemû alîgir û endamên xwe kiribû, êdî rê negirin û ti kesî jî nerevînin. + +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ligel 3 serkirdeyên wê partiyê di rêya qaçaxî re ji Başûr vegeriyan Rojavayê Kurdistanê bûn. Her çar serkirdeyên din ên wê partiyê jî ku ji Rojava hatine derkirin wê van du rojan vegerin. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela li bajarê Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ligel 3 serkirdeyên din ên partiya xwe roja înê (13/6/2014) vegeriyan Rojavayê Kurdistanê ji bo ";kar û xebata xwe li nav Rojava berdewam bikin";. + +Siûd Mela berî niha çend caran hewl dabû di rêya Başûr û Bakurê Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistanê, lê bi gotina wî ";asayişa PYDê rê li vegera wî digirt û jê re gotibûn eger ew vegere dê were girtin";, lê ji duh şemiyê de Siûd Mela li Qamişlo ye û heta niha serbest e. + +Siûd Mela roja înê di nîva şevê de ligel her du endamên polîtbîroya PDK-Sê Beşar Emîn û Neşaat Zaza û endamê komîteya navendî Hacî Kalo bi qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û niha li bajarê Qamişlo ne. + +Derbarê vegera xwe de, Siûd Mela ji Rûdawê re got ku ";wî berî gotibû ku bi her awayekî be ew dê her vegere Rojavayê Kurdistanê da ku xebata xwe li wir berdewam bike";. + +Beşar Emîn roja 15ê gulanê li bajarê Hesekê ji aliyê grûpeke çekdarî ve hat revandin û di heman rojê de wê grûpa ku Beşar Emîn dibêje ";girêdayî PYDê ye";, ew ji Rojava derkir û derbasî Başûrê Kurdistanê kir. Hacî Kalo jî di 15ê nîsanê de dema ku ji Başûr vedigeriya Rojava ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hat girtin û piştî 2 rojan ew berdan û ji Rojava derkirin. + +Niha bi tenê 4 serkirdeyên derkirî yên PDK-Sê li Başûrê Kurdistanê mane û ew jî her du endamên polîtbîroyê Mihemed Elî (Bavê Nado) û Nafih Beyero û her du endamên komîteya navendî Mihemed Seidûn û Elî Îbrahîm in. + +Derbarê vegera wan her çar serkirdeyan de, endamê polîtbîroya PDK-Sê Neşaat Zaza ji Rûdawê re got ku ";ew dê van du rojan vegerin Rojavayê Kurdistanê";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê ENKSê îro yekşemê wê saet 11ê sibehê bi dema Qamişlo bicive û çend mijarên têkildarî rewşa ENKSê guftogo bike. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîn dê biryarên encûmenê ku di civîna 17ê meha borî de hatibûn standin, bişopîne. + +Meşayix da zanîn ku yek ji mijarên sereke yên civînê dê lidarxistina kongreyê ENKSê be ku li gor biryara civîna borî diviyabû di nava du mehan de bihata lidarxistin, lê bi gotina Meşayix tenê mehek li pêş wê moletê maye û heta niha ti amadekarî nehatine kirin. + +Meşayix diyar kir ku astengên li pêş lidarxistina kongreya ENKSê û bi taybetî zehmetiya beşdarbûna nûnerên herêman hîn li cihê xwe ne û pêşbînî kir ku ew nikaribin kongreyê li dar bixin. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê aşkere kir ku di civînê de tenê wê nûnerên herêma Cezîrê beşdar bibin, ji ber ku nûnerên herêmên din bi sedema zehmetiyên rê nikarin bigihin Qamişlo. + +Mistefa Meşayix herwiha diyar kir ku hinek name ji encûmenên xwecihî û derve derbarê rewşa ENKSê de gihaştine sekreteriya giştî û ewê wan nameyên di civînê de gotûbêj bikin. Lê wî naveroka wan nameyan aşkere nekir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa AFP belav kiriye ku di encama êrîşa balafirên Iraqê de ";6 pêşmerge hatine kuştin";. Berdevkê hêzên pêşmerge jî dibêje bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. + +Duh li nêzîk bajarokê Celewlayê, hêzên pêşmerge rastî êrîşa balafirên artêşa Iraqê hatin. + +Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî ewlekariya Iraqê belav kiriye ku di êrîşê de ";7 pêşmerge hatine kuştin";. AFP jî dibêje ku di êrîşê de ";6 pêşmerge hatine kuştin";. + +Reuters li ser zarê berdevkê wezareta pêşmerge Cebar Yawer veguhestiye ku ";di êrîşa li nêzîkî Celewlayê de bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tên îro derbasî çiyayê Qndîlê bûn. + +Li gor medyaya ser bi PKKê ve, şanda HDPê wê li Qendîlê bi berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re li ser geşedanên vê dawiyê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê gotûbêj bikin. + +Herwiha wê şanda HDPê nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 10ê hezîranê bi dev gotibû şandê, bigihîne berpirsên KCKê û li ser civînên şandê bi hikûmetê re agahiyan bidin wan. + +Şanda HDPê û berê şandên BDPê ji destpêka 2013an de 18 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêkanîn û piştî her serdanekî Îmraliyê serdana Qendîlê jî kirine û name û daxwazên Ocalan bi rayedarên KCKê re parvekirine. + +Tirbespiyê (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê aşkere kir ku di teqîna duh li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in. + +Duh êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn. + +Çavkaniyekê ji Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqînê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku Kurd û Ereb in. + +Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin. + +Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e. + +Heta niha ti kes û aliyekî berpirsiyariya teqînê negirtiye stûyê xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya kantona Cizîrê ev heftiyekê çûye Tikriyê ji bo ku ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û çend aliyên din ên opozîsyona Sûriyê re bicive, lê heta niha ew ligel hevpeymaniyê ne civiyaye. + +Ew şand, ";Însiyatîfa Kurdî"; a ku daxwaza lidarixstina kongreyeke niştimanî ji bo opozîsyona Sûriyê dike, ligel xwe biriye Tirkiyê da ku li ser aliyên opozîsyonê pêşniyar bike. + +Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ku yek ji endamên wê şandê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";heta niha me gelek alî dîtine û danûstanên me erênî ne û emê nêzîk vegerin welat";. Lê wî navê aliyên ku bi wan re rûniştine aşkere nekir. + +Derbarê vê yekê de, endamekî Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku xwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Heta niha hevpeymanî bi şanda Kantonê re rûneniştiye, eger ew şand ligel hin endamên hevpeymaniyê rûniştin, ev yek nayê wateya ku bi hevpeymaniyê re rûniştine, ji ber kes nûnertiya hevpeymaniyê nakin";. + +Li ser sedemên ku heta niha hevpeymanî bi şanda kantonê re rûneniştiye, wî endamî got ";Du sedem hene, yekem hevpeymanî ji wan re gotiye ku biryara dawî li Rojava ne di destê we de ye û em dixwazin bi wan kesan re rûnin ên ku biryara dawî distînin, duyem, hevpeymanî derbarê Rojava çi biryarê nastîne bêyî ku li nûnerên ENKSê vegere";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî bajarê Mûsilê, 2 pêşmergeyên Kurdistanê bi xeletî diçin nav xaleke pişkinînê ya çekdarên rêxistina bi navê DAIŞ û ji aliyê çekdaran ve tên girtin. + +Yek ji efserên hêza Zêrevanî ya Kurdistanê bi navê Rizgar Ebas Îsmaîl ku niha li devera Gobcelîlê ya nêzîkî Mûsilê ye, ji Rûdawê re got, îro ji me re hat gotin ku 2 pêşmergeyên tabûra 4 a hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi xeletî û bi çek û otomobîla leşkerî ve çûne nav xaleke pişkinînê ya DAIŞê û hatine girtin. + +Wî efserî li ser rewşa wan pêşmergeyan got, bi qasî ku em dizanin gellekî li wan dane lê sax in. heta niha jî ti pilan û biryarek ji bona rizgarkirina wan tine. + +Amed (Rûdaw)- Standina Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Pêşmergeyan ve xelkê Bakurê Kurdistanê jî xiste nava hêcaneke mezin. Bakurî dixwazin pêşmerge ji deverên Kurdistanê veneqetin mizgîniya dewleteke serbixwe bigrin. +Şer û pevçûnên li Iraqê diqewimin û bidestxistina Pêşmergeyan a navçeyên ji Kurdistanê hatine veqetandin, xelkê Bakurê Kurdistanê xiste nava hêcaneke mezin. Bi taybetî jî serdestiya pêşmergeyan a li Kerkûkê, hêviya Bakuriyan zêdetir kir. Bakurî ji rêveberiya Kurdistanê û pêşmergeyan dixwazin cihên kontrol dikin careke din ji dest bernedin. +Xelkê Amedê jî weke hemû Bakuriyan her serê saetê li çayxane û qehwexaneyan nûçeyan temaşe dikin û dixwazin derbarê pêşveçûnên li Başûr de agahdar bibin.Amedî li bendê ne weke Kerkûkê Mûsila Kurdî jî bê kontrolkirin. +Welatiyên Bakur dixwazin êdî kurd yekitî û tifaqa xwe xurt bikin û di şûna berjewendiyên partiyan de berjewendiyên neteweyîtî derkevin pêş. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê ku bi serdanekê çûye Ewropa, wê îro vegere Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê îro yekşemê vegere Herêma Kurdistanê. + +Barzanî roja 21ê gulanê bi hevlatiya şandekê çû Ewoprayê. Destpêkê li Parîsê ligel serokomarê Fransayê civiya. Pişt re çû Îtalya û ligel wezîrê derve yê wî welatî civiya, herwiha ligel Papayê Vatîkanê jî civiya. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî serdana xwe ya Ewropayê vegeriya Kurdistanê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêlrê re gihîşt Kurdistanê. + +Barzanî, ji roja 21ê Gulana îsal ve çûbû Ewropa û bi rayedarên welatên mîna Fransa, Îtaliya û Vatîkanê re hevdîtin pêk anîbû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên ragihand, heta niha Herêma Kurdistanê û Îran li ser rewşa niha ya Iraqê li hev rûneniştine. + +Fuad Husên, ji Rûdawê re got, heta niha em û Îran li ser rewşa niha ya Iraqê li hev rûneniştine. + +Husên, li ser wan îdiayên ku dibêjin Îranê ji Herêma Kurdistanê xwestiye li dijî çekdarên DAIŞê şer bikin jî got, em ferman û peyam li ti kesî wernagirin ji ber ku hikûmet me îdareya me bixwe heye û em dizanin karên xwe bikin. + +Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê, hefteya borî êrişî parêzgehên Mûsil û Selahedîn yên Iraqê kirin û karîn beşek mezin ji wan parêzgehan bixin bin kontrola xwe. + +Ev bûyer, dengek mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê de veda. + +Yek ji welatên ku ketiye nav tirs û fikaran, Îranê e çimkî hikûmeta şîe ya Iraqê ji bona Îranê girîngiyeke taybet heye lewma Tehran bi her awayekî dixwaze Malikî li ser piyan bihêle. + +Di medyayê de jî hatibûn belavkirin ku Îran hewl dide aliyên iraqî bi taybet Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê bide şerkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hikûmeta Amerîka serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya. Lê hat zanîn ku civînê de behsa firotina nefta Kurdistanê nehatiye kirin. +Şandeke hikûmeta Amerîka îro li Hewlêrê bi şandeke Herêma Kurdistanê re civiya. +Li ser civînê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û got, di civînê de li ser rewşa her du parêzgehên Iraqê (Mûsil û Selahedîn) hat axaftin ku ji bin kontrola hikûmetê derketine. +Felah Mistefa her wiha da zanîn, di civînê de qet behsa firotina nefta Kurdistanê nehat kirin û wiha axivî: ";Jixwe Amerîka beriya niha helwesta xwe li ser vê mijarê eşkere kiriye û gotiye, em razî nînin neft bêyî Bexdayê were firotin."; + + +Hewlêr (Rûdawê)- Navê wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurtdistanê: + +Nêçîrvan Idrîs Barzanî, Serokwezîr + +Qubad Celal Talebanî, Cîgirê Serokwezîr + +Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe + +Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî + +Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê + +Yûsif Goran, Wezîrê Xwendina Bilind + +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê + +Rêkewt Heme Reşîm, Wezîrê Tenduristî + +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîriyê + +Mehmû Hacî Salih, Wezîrê Şehîdan û Karûbarê Enfalkiriyan + +Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge + +Rêbaz Mihemed, Wezîrê Darayî û Aborî + +Samal Serdar, Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî + +Kemal Muslim, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî + +Ebdulstar Mecîd, Wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên Avê + +Ebdulrehman Ebdulrehîm, Wezîrê Herêm bo Jîngeh + +Selahedîn Babekir, Wezîrê Elektrîkê + +Nesredîn Seîd, Wezîrê Kar û Karbûbarên Civakî + +Fatih Sengawî, Serokê Desteya Navçeyên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê + +Mihemd Hawdiyanî, Rêkxerê di navbera Parlqamentoya Kurdistanê û hikûmetê de + +Conson Siyawiş, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê + +Wezareta Perwerde (Rojan Dizeyî, Pişîwan Sadiq, Sasn Ewnî) + +Wezareta Şardeariyê (Newroz Mewlûd, Dilşad Şihab, Ehmed Kanî) + +Têbînê: Mafê belavkirina vê nûçeya parastiye bo Rûdawê + +Tirbespî (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna roja 14ê mehê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wî li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana we jidest da. + +Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Duşemê, serê sibehê Peyman Şikrî Ebbas, temen 27 salî, ku di teqîna bajarokê Tikrbsepiyê de bigiranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana xwe jidest da. + +Pêr, 14.06.2014, êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn. + +Çavkaniyê aşkere kir ku di teqîna pêr li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in. + +Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin. + +Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji Herêma Kurdistanê dike ku şerê rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li Iraqê bike, bo vê mebestê jî Îranê şandek şandiye Herêma Kurdistanê. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji çend çavkaniyan bidest xistine, Îran bihêz ketiye ser xetê de bo alîkariya Nûrî Malikî û bo vê mebestê jî şandeke Îranî hatiya Herêma Kurdistanê da ku serkirdeyên Kurd razî bikin ku şerê DAÎŞê bikin. +Berpirsekî pile bilindî Kurd, ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re got: ";YNK li nêzîk sînorê Diyala, Hadî Amirî ku kesekî nêzîk Malikî ye dîtine û daxwaza piştgiriya YNK kiriye bo rûbirûbûna DAÎŞê, li aliyekî din şandeke Îranî li Hewlêrê ligel PDK û YNK û nûnerê Sinne civiyan û Sinniyan daxwaz kirin ku bi ti awayekî leşker ji navçeyên Şîe neyên navçeyên Sinne, lê PDK rûniştin ligel Bexda û partiya Malikî red kir."; +Herwiha çavkaniyê aşkere kir ku, piştî vegera xwe ji Ewropa dê Serokê Herêma Kurdistanê ";Civînek ligel aliyên Kurdistanî dê lidarbixe bo amadekirina yek gotara hevbeş, da ku ev derfet ji dest Kurd neçe."; +Endamê polîtburoya PDK, Arif Teyfûr got: ";Ez nizanim nêrîna YNK çiye, lê pêwîste wek me hizir bikin ji ber ku em ziramendbûn ji dest Malikî."; +Arif Teyfûr ragihand jî ku: ";Belê, Îran dixwaze Kurd şerê DAÎŞ bike, lê ew karekî nebaşe, tevî ku li vê navçeyê pêgeha Îran heye, lê hewlên zêdetir dide ku Kurd wê şerî bike."; +Ji aliyê xwe serokê frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de, Merwan Gelalî derbarê daxwaz Îranê de got: ";Kurd li pêş ezmûneke gelek giran de ye, baştirîn rê ewe ku bi biryara wî welatî neke."; +Lê endamê polîtburoya Komela Îslamî, Ebûbekir Heledenî got: ";Baştirîn çareserî ewe ku aliyên Kurdistanî bicivin û rê nedin destêwerdana derve."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, Duşemê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Rêkxerê Gitşî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa li Pîrmamê bicivin. +Li gor çavkaniyeke taybet ya Tora Medyî ya Rûdawê, Baraznî û Newşîrwan Mistefa dê behsa pêşhat û bûyerên dawî yên Iraqê bikin herwiha dê rewşa navçeyê gotûbêj bikin. +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê dê behsa serdana xwe bo Ewropa û encamên wê serdanê ji Rêkxerê Gitşî yê Tevgera Gorranê re bike. +Çavê we li ser Rûdawê be dê zaniyariyên zêdetir bealv bike + Hewlêr (Rûdaw)- Dewleta Urdinê derbarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand ku ";Ew pirseke navxweyî ya Iraqê ye";, lê rêz li wê biryarê digire ku xelkê Kurdistanê di paşerojê de derbarê çarenivîsa xwe de bidin. +Konsulê Urdinê li Hewlêrê, Fayiz Xûrî ji Tora Medyay ya Rûdawê re tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî naxwaze detsêwerdanê di pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê de bike ji ber ku wek wî got: ";Ev pirseke navxweyî ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de."; +Fayiz Xûrî di merasîma salvegera serxwebûna Urdinêde, ku li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin, derbarê pirsiyara ku gelo ew çaverê dike ku rojekê Kurdistan jî wek Urdinê cejna serxwebûnê lidar bixe, ji Rûdawê re got: ";Tiştê ku xelkê Kurdistanê bixwaze em ligel de ne, hêzniyên xweş jî bo xelkê Kurdistanê dixwazin."; +Rebîe (Rûdaw)- Bombeyeke çandî li bajarokê Rebîe teqî û di encam de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar bû. +Yek ji Hêzên Pêşmerge ku li bajarokê Rebîe bicih bûye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Duşemê, berî nîvro li navçeya pîşesazî li Rebîe bombeyek çandî teqiya."; +Herwiha da zanîn ku: ";Di encama teqînê de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar bû."; +Navçeya Rebîe navçeyeke sînorî ye ku dikeve li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ku yek ji naçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û niha di bin destê Hêzên Pêşmerge de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro, Duşemê, ber bi Îranê ve çû û birayre ligel berpirsên pile bilind ên wî welatî bicive. +Li ser vexwendineke fermî ya Îraqnê, îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Komara îslamî ya Îranê ve firî. +Li gr zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê Barzanî di vê serdanê de ligel berpirsên pile bilind ên wî welatî bikeve û rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja yekşemê, saet 11ê sibehê bi dema Qamişlo, Sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê ENKSê bêy beşdariya nûnerên Efrîn û Kobanî dest bi civînên xwe kir. +Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Tahir Sifûk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di roja yekem de, civîn tenê li ser hinek mijarên bilez mîna ahengên salvegera damezrandina yekemîn partiya kurd li rojavayê Kurdistanê û pirsgirêk û astengiyên ku li pêş van ahengan ji aliyê saziyên rêveberiya xweser ve derketibûn û herwiha teqîna ku li pajarokê Tirbespiyê rûda bû rawestiya. +Sifûk bal kişand ser daxuyaniya Encûmenê derbarê teqîna Tirbespiyê de ku tê de ENKSê bang li hemû pêkhateyên bajarok û herêma Cezîrê kirine ku milên xwe li himber vê terorê bidin hev û bi yek helwest li pêş wê rawestin û Sifûk herwiha aşkere kir ENKSê şandek saz kiriye da ku serdana cihê teqînê li bajarokê Tirbespiyê bike. +Êvara 14ê vê mehê, derdora saet herft û nîv, otomobîleke mînkirî li taxeke rojhilatê bajarokê Tirbespiyê li bazareke gelêrî teqiyab bû di encamê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û hejmareke mezin jî birîndar bibûn. +Serokê ENKSê diyar kir ku civînên Encûmenê dê îro, duşemê, berdewam bikin û di civînan de dê mijarên rêzbendê û bi taybetî karê Sekretariyeta Giştî û weke desteye cîbicîkar derbnarê hin mijarên siyasî û rêxistinî yên girêdayî biryarên civata borî bên guftûgokirin. +Derbarê van mijarên civînan, Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku civîn dê biryarên encûmenê ku di civîna 17ê gulana borî de hatibûn standin, bişopînin û hinek nameyên ku ji encûmenên xwecihî û derve derbarê rewşa ENKSê de gihaştine sekreteriya giştî gotûbêj bikin û serkirdeyê Encûmenê pêşbînî kir ku kongreyê ENKSê careke din bê paşxistin. +Bi sedema astengiyên rê û dorpêça li ser her du herêmên Kobanî û Efrînê, nûnerên her du Herêmên navborî nikariye bighêjin bajarê Qamişlo ku civîn lê tên lidarxistin, û ji ber vê yekê civîn tenê bi beşdarbûna nûnerên Herêma Cizêrê birêve diçin. +Encûmena Niştimanî ya Kurd ku di roja 26ê cotmeha 2011an de li bajarê Qamişlo hat damezrand û çendîn partiyên siyasî, hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe li xwe digre,roja 10ê midara 2013an, li ser bingeha belgeyeke siyasî û rêxistinî tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê bû + +Dihok (Rûdaw) – Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê jî dixwazin li kêleka hêzên Pêşmerge li bereyên şer ên li dijî çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) şer bikin û dibêjin, parastina Kerkûkê mîna parastina Qamişlo ye... + +Ev çend roj in ji ber êrişa çekdarên DAIŞê li dijî bajarên Mûsil û Selahedîn û beşek ji Kekrûkê, aloziyek mezin li herêmên sunnî yên Iraqê çêbûye û ji ber vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji wan herêman hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ew valahiya ewlehiyê tijî kirine. + +Hinek caran di navbvera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de pevçûn derdikeve lê heta niha şerekî wisa giran di navbera wan de çênebûye. + +Ligel vê yekê, welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî bi dil û xwesta xwe berê xwe didin beryên şer û tevlî refmên pêşmergeyan dibin. + +Penaber û kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr bi taybet li Dihokê dijîn, dixwazin li kêleka hêzên Pêşmerge parastina xaka Kurdistanê bikin û dibêjin, parastina Kerkûkê mîna parastina Qamişlo ye.... + +ئەمێ نھا د گرافیکەکێ دە زانیاریێن دەربارێ چاوانیا شەر و جھێ وی شەری ل مووسلێ و کۆنترۆلکرنا وێ ژ ئالیێ چەکدارێن داعشێ ڤە و دەڤەرێن کو شەر ل وان بەردەوامە، بزانن. + + + + +Amed (Rûdaw) – Platforma Demokratên Kurd (PDK)ê, bi daxuyaniyekê helwesta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ya kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatibûn veqetandin pîroz kir û bang li hemû kurdan kir ku bi yek dengî destkeftiyên Kurdistanê biparêzin. +Li ser navê Platforma Demokratên Kurd, derbarê pêşveçûnên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin. +PDK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ku bi êrişên DAIŞ’ê re Rojhilata Navîn bi awayeke siyasî dikele û hevsenga vê erdnîgariyê ji cihê xwe dileqe. +PDK’ê da zanîn, heta mafên hemû neteweyan bê kêmasî neyê dayîn ev pirsgirêk zû bi zû çareser nabin û ev hişyarî kir: ";Rojhilata Navîn, ji ber niheqî û nakokiyên dîrokî ku bi pirsên neteweyî, sîyasî, civakî û demokrasiyê ve girêdayî ne, dikele. Sînorên îro, ji ber van nerastiyên xwe bêwate ne û ta ku li gora rastiya xwe neyêne serastkirin, ev tevlihevî, kuştin û talan dê roj bi roj zêdetir bibin."; +PDK’ê destnîşan kir ku êdî Herêma Federal a Kurdistanê jî bi kirinên xwe û siyaseta xwe aktoreke mezin a Rojhilata Navîn e û helwesta pêşmergeyan a kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatine veqetandin jî pîroz kir. + +PDK’ê, di daxuyaniyê de bibîr xist ku çêkirina xendeqên li ser sînoran niha baştir tê fêmkirin û rastiya van xendeqan bi van êrişên DAIŞ’e careke din derketiye holê. + +PDK’ê di daxuyaniyê de aşkera kir ku êdî roja avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê hatiye û ji hemû perçeyên din ên Kurdistanê xwest piştgirî bidin vê hewldanê û destkeftiyên Başûr biparêzin. + + +Amed (Rûdaw) – Delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Turk, Mulkiye Bîrtane, Îmam Taşçier û Adem Ozcaner bang li hemû delegeyên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên kurdan kirin ku di zûtirîn demê de komîteya amadekar bicive. + +Hevserokê KCD’ê û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier û Berdevkê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner ku delegeyên Kongreya Neteweyî ne, daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniya nivîskî de bang li hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanê hate kirin ku di demeke nêz de komîteya amadekar civîna xwe ya kongreyê pêk bîne. + +Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ";Di dîrokê de her gav pilan û pirojeyên desthilatdaran hem li ser Rojhilata Navîn hem jî bi taybeti li ser Kurdistanê hebûne. Îro jî ev siyaset her berdewam e. Ji ber vê yekê jî divê pirojeyeke hevpar a kurdan jî hebe. Kurd siyaseta hevpar tenê bi kombûna Kongreya Neteweyî dikarin pêk binin."; + +Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Iraqê, guherînên li Iraq û Rojhilata Navîn çêdibin, bandora xwe li ser kurdan jî dikin. + +Delegeyên kognreyê ev yek wiha vegotin: ";Li ser vê esasê, em dixwazin bête zanîn ev êrîş û guherînên dawî yên ku li Iraqê rû didin, hem ji aliyekî ve destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixin xetereyê hem jî ji aliyekê ve ji yekîtiya gelê Kurdistanê re derfet û firsendan çêdike. Divê kurd jî ji bo ku siyaseteke hevpar a ku xizmeta berjewendiyên neteweyî ya gelê kurd û Kurdistanê pêk bîne di demeke kurt de bi lezgînî li hev bicivin."; + +Pîrmam (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermndeyên hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re di civînê de ye ji bona gotûbêjkirina aloziya niha ya Iraqê. + +Li gorî agahiyên çavkaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî niha bi fermandeyên hêzên Pêşmerge re di civînê de ye û rojava civînê jî pêşhatên dawî yên Iraqê ye. + +Civîn heta niha jî didome... + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius bi telefonê li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistan, Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser alozî û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê axivî. + +Li gorî nûçeyê, di wê hevpeyvînê de Loran Fabius pesnê Barzanî da ji ber ku hêzên Pêşmerge karîne wê valahiya ku ji ber vekişîna hêzên Iraqê li hember çekdarên rêxistina DAIŞê çêbûye, tijî bikin her wiha spasiya gelê Kurdistanê kir ji ber ku awareyên Mûsilê û cihên din ên Iraqê li nav xwe de hewandine. + +Wezîrê Derve yê Fransa her wiha dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê û pêşveçûna çekdaran û zêdebûna êrişên terorîstî anî ziman û got, Barzanî ew lîder e ku dikare li hember vê kirîzê bisekine û çareyekê jê re bibîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku Kurdistan dê her dem sitargeh û cihekî aram be û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî dê hemû pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê her wiha wan deverên ku di bin kontrola pêşmerge de ne, biparêzin. + +Barzanî, hêviya xwe anî ziman ku rewşa niha ya Iraqê aram bibe. + +Di dawiyê de Loran Fabius diyar kir, Fransa rewşa Iraqê bi hûrî dişopîne û têkez li ser berdewamiya pêwendiyên navbera Kurdistan û Fransa kir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna digel berpirsên serbazî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de têkez kirk u divê hêzên Pêşmerge û Asayişê mal û canê welatiyên Herêma Kurdistanê her wiha wan kesên ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiya Iraqê cih û warê xwe terikandine, biparêze. + +Barzanî, îro danê êvarê li devera Pîrmamê ya Hewlêrê bi berpirsên serbazî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re civiya. Di civînê de alîkarê Barzanî, Kosret Resûl jî amade bû. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di destpêka civînê de behsa serdana xwe ya Ewropayê kir û paşê rayedarên serbazî û ewlehiyê li ser rewşa Iraqê agahî dan Barzanî. + +Paşê, Barzanî têkez li ser wê kir ku divê hêzên Pêşmerge û Asayişê yên Kurdistanê mal û canê welatiyên Herêma Kurdistanê her wiha wan kesên ji ber alozî û têkçûna rewşa ewlehiyê cih û warên xwe terikandine, biparêzin. + +Di beşek din a civînê de li ser çawaniya bihêzkirina tedbîrên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û deverên ku ji ber valahiya ewlehiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine tijîkirin, hat axaftin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê bi serok û lîderên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re bicive. + +Hat zanîn Barzanî dê sibê (17ê Hezîranê) bi serok û lîderên partiyên siyasî re bicive. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Husên ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got, civîn dê sibê saet 11:00 li devera Pîrmamê ya Hewlêrê were lidarxistin. + +Barzanî îro jî bi Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorran, Newşîrwan Mistefa re li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê her wiha amadekariyên Herêma Kurdistanê li hember her cure metirsî û tehdîdên ser ewlehiya Kurdistanê civiya. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 7 mehan ji bendewariyê, kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ti wezîreke jin tê ragihandin. Hinek parlamenterên jin jî ji niha ve biryar dane deng nedin wê kabîneyê. Parlamentereke jin dibêje: ";Bê jin deng nadim kesî ji wan";. Yeke din jî dibêje: ";Em dê lobî li parlamentoyê çêbikin û em dixwazin mêr jî deng nedin wê kabîneyê";. + +Di tevahiya kabîneyên borî yên hikûmetê de ku ya yekem di sala 1992yan de hate damezrandin, wezîrên jin hebûn. Lê li gor navê wan namzedan ku bi awayekî ne fermî hatine belavkirin ji bo wergirtina postên kabîneya nû, ti jin di nav nazmedan de nîne. Lewra çend parlamenterên jin ji niha ve biryar dane deng nedin kabîneya nû. + +";Di 7 mehan de daxwazkariyên me nehatin bicihanîn"; + +Endama parlamentoya Kurdistanê ji frakisyona PDK Amîne Zikrî ji Rûdawê re got: ";Ev 7 meh in me grûpa aştiyê ya jinên partiyên me yên siyasî pêk aniye ku sê parlamenter jî tê de cî digirin. Me serdana hemû polîtburoyan, serokatiya herêmê û parlamentoyê û frakisyonan kir. Me daxwaz kir ku jin beşdarî kabîneya nû û pileyên taybet bibin. Lê di nava 7 mehan de ti daxwazeke me ji hêla partiyên siyasî nehat bicihkirin";. + +Amîne Zikrî dibêje: ";Em bêdeng nabin û helwesta me ya dawî ew e ku em deng nedin kabîneya nû ya hikûmetê. Lê ne xuya ye çend kes deng nadin. Ez bi ti awayî deng nadim. Lê ger wezîreke tenê ya jin bê danîn, em dê dengê xwe bidin kabîneya nû";. + +Navborî got ku ew hewl didin parlamenterên mêr jî deng nedin wê kabîneyê: ";Em vêga lobî ava dikin, em hewl didin mêr jî piştevaniya me bikin";. + +";Deng nadim kabîneya nû"; + +Di du kabîneyên borî de tenê jinek wezîr bû, ew jî wezîra kar û karûbarên civakî Asos Necîb bû ku ji hêla YNKê hatibû danîn. + +Parlamentera YNKê Rêwas Fayeq ji Rûdawê re got: ";Em hemû jinên parlamentoyê civiyan û me nivîsarek amade kir li ser pirsa dengdan û deng nedana bi kabîneya nû. Pişt re me kir tiştekî takekesî. Kî dixwaze bila deng bide, kî nexwaze bila nede."; + +Rewas dibêje ew bi xwe deng nade kabîneya nû: ";Ger jinek di kabîneyê de nebe, ez bi ti awayî dengê xwe nadimê. Kabîneyeke ku baweriya wê bi wê yekê nebe jinek wezaretekê birêve bibe, ango îradeyek nîne ji bo beşdarkirina jinan di hikûmetê de";. + +Hacî Karwan: Şaştiya wan e + +Parlamenterê frakisyona Yekgirtû Hacî Karwan ji Rûdawê re got: ";Ti nazmedeke Yekgirtû ya jin nîne, lê ev şaştiya jinan bi xwe ye. Çiku kesî ji wan xwe namzed nekir. Tew serokê giştî yê Yekgirtû pirr dixwest jin xwe hilbijêrin û daxwaz ji wan kir jî. Lê wan xwe berbijêr nekirin. Ez nizanim ditirsiyan dengan neyînin yan na. Yekgirtû rê li ber wan negirt, lê ti jinekê xwe berbijêr nekir ji bo wergirtina wezaretekê. Êdî çetî çewtiya wan bi xwe ye";. + +Bi nêrîna Hacî Karwan: ";Ne girîng e jin di kabîneya nû de hebin yan nebin. Ya girîng ew e ku jin wek mêr e di aliyê îdarê de. Lê ger mebest ew be tenê jin yan mêr di hikûmetê de hebin, êdî ger nebe hêj baştir e";. + +PDKê bi niyet e jinekê bike wezîr + +Her çiqasî ti partiyekê nazmedên jin ji bo wezaretan nedaniye, lê li gor zanyariyên Rûdawê, PDKê bi niyaz e wezaretekê bide jinan. Amîne Zikrî got: ";Min jî ev bihîstiye. Min hewldan kir ku PDK kandîdeke jin deyne. Di hemû partiyên siyasî de jinên bi şiyan hene. Em li vî welatî şirîk in";. + +Li gor gotina Rêwas Fayeq, di nav refên YNK de gellek jinan xwe namzed kirine da bibin wezîr, lê: ";Ji ber berberiya mêran nebûn wezîr. Ez bi ti awayî razî nabim ku tenê bêjim jinek di hikûmetê de heye. Divê jin bibin wezîr, jinên pirr hêja jene. Wek mînak yek ji wezîrên herî serkeftî bi nerîna me wek YNK, Asos Necîb bû";. + +Li gor gotina Amîne Zikrî, deng nedana wan ji bo kabîneya nû, ji bil mafê jinan ne girêdayî tiştekî din e: ";Em bi niyet in wek grûpa jinan li parlamentoyê proje yasayekê pêşkêş bikin. Çiku partiyên siyasî guh nadin mafên jinan, em dixwazin di hikûmetê de jî kota bê danîn";. + +Endama parlamentoya Kurdistanê li ser lîsta PDK Vala Ferîd biryara xwe ya dawî nedaye ku deng bide kabîneya nû ya nede: ";Ez deng bidimê yan nedimê kabîne dê pêk bê. Lewra min hêj biryara xwe ya dawî nedaye";. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Civînên sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku roja yekeşmê destpêkirin, duh duşemê bi dawî hatin û derbarê çend mijaran de biryar hatin derxistin. + +ENKSê ku ji çend partiyên Kurd, rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, d civînên xwe yên rojên yekşem û dueşmê de, li ser lidarxistina kongreya ENKSê gotûbêj kirin. + +Derbarê kongreyê de ku biryar bû di dawiya sala borî de bihata lidarxistin, endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";sekreteriya giştî amade ye ku kongreya xwe li dar bixe û ev beriyar wê di civîna ENKSê ya vê heftiyê de bê dayîn";. + +Di civînên sekreteriya giştî ya ENKSê de herwiha behsa salvegera bûyerên li bajarê Amûdê hat kirin. Di wan bûyeran de ku roja 27ê hezîrana 2013an qewimîn, 6 sivîlên xelkê bajêr bi guleyên asayiş û YPGê hatin kuştin, lê heta niha ti lêkolîneke cidî û serbixwe derbarê sedema wan bûyeran de çênebûye. + +Derbarê vê yekê, endamê sekreteriya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro ji Rûdawê re got ku ";ew di civînê de gihiştin biryarekê ku di salvegera bûyerên Amûdê de xwepêşandaneke bêdeng li dar bixin";. + +Biro cih û saeta xwepêşandanê aşkere nekir û negot ku ewê ruxseta xwepêşandanê ji asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, bistînin yan na, ji ber ku asayişê rê nade ti xwepêşandan bê ruxset bê lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Posta wezîrê dad ê Herêma Kurdistanê li kabîneya nû giha Turkmenan, lê heta niha aliyên turkmenî li ser namzedekî ji bo vê postê li hev nekirine û nakok in, çend berbijarên wan bo vê postê hene. + +Parlamenterê Bereya Turkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Maruf di daxuyaniyekê de bo Rûdawê haydariyê dide derbarê bêhtir derengketin û yekalîkirina nazmedên turkmenî bo posta wzîrê dadê û dibêje ";Namzedê Bereya Turkmenî nîne, lê dixwazin kesek be ku bi awayekî rasteqîne nûneriya Turkmenan bike."; Aydin Maruf dibîne ku ";ev kêşe dirust bûye û tê xwestin kelem dirust bibin, da ku Turkmen li ser kesekî li hev nekin";. + +Her yek ji serokê Tevgera Çaksazî ya Turkmenî Ebdulqadir Bazirgan, parlamenterê ji lîsta berê ya Turkmenan Cewdet Necar û parlamenterê lîsta Hewlêr a turkmenî Macid Osman nazmed in ji bo posta wezîrê dad. Hevdem navê çend kesên din tê ji derveyî lîstên turkmenî, ji wan serokê berê yê Bereya Turkmenî Senaan Qesab û wezîrê pîşesazî û bazirganiyê Sînan Çelebî. Lê behsa wê yekê dibe ku bi sedema nelihevkirina aliyên turkmenî diyar e PDK dixwaze li derveyî parlamentoyê kesekî turkmenî bo vê postê deyne. Hevdem ji ber ";dema wî ya borî"; arezûya wan nîne ev post bo Senaan Qesab be. + +Aydin Maruf, piştgiriya xwe bo Senaan Qesab û Sînan Çelebî diyar kir ku bibin wezîrê dad. Bêagahiya xwe jî li wê yekê diyar kir ku Senaan Qesab dema xwe ";baasî"; be. Herwiha got ";Eger bi vê pîvanê be, gellek berpirs li Kurdistanê dema xwe baasî bûn";. + +Aydin Maruf bal kişand ku ";dengoya baasîbûn";a Senaan Qesab pêşî li nav aliyên turkmenî hate gurkirin û behskirin. Pişt re belav bû, hevdem got ku ";beşek ji aliyên Turkmenan li nav hev nakok in û bi gellek awayan dijîtiya hev dikin";. + +Di civînên nav xwe de, aliyên turkmenî doz li Nêçîrvan Barzanî kirin ku ew nazmedê Turkmenan yekalî bike û kesekî hilbijêre, lê Nêçîrvan Barzanî ev doz red kir û ji wan xwest ku ew vê pirsê yekalî bikin. + +Parlamenterê fraksiyona turkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Cewdet Necar, ku hevdem yek ji namzedên ku wek pêwîst dibînin wezîrê dad ji nav fraksiyona turkmenî be. Herwiha got ";Em razî nabin kesek li derveyî fraksiyona turkmenan bibe wezîr";. + +Li Parlamentoya Kurdistanê 5 nûnerên Turkmenan hene. Pêşketina Turkmen 2 nûner, Hewlêra Turkmenî, Bereya Turkmenî ya Iraqê, Goran û Nûbûna Turkmenî, her yek ji wan parlamenterekî wan heye. + +Parlamentera turkmenî Muna Qehweçî ji Rûdawê re got ";Li gor istihqaqa hilbijartinê, em doza mafê dengderên xwe dikin, lewma divê nazmedê wezîrê dad ji nav partiyên turkmenî be ku kursiyên wan li parlementoyê hene";. + +Parlamenterê lîsta Hewlêra Turkmenî Macîd Osman, ku hevdem yek ji nazmedan e, ji Rûdawê re behs kir ku pêşî çend carekê pêşniyar kir ti kes ji parlamenteran xwe namzed neke, lê belê li derveyî fraksiyona turkmenan kesekî guncaw û xwedî ezmûn bibe nazmed, lê diyar sbû bi vê yekê razî nebûn ";CVya min jî ji ya wan kesan xurttir e ku xwe kandîd kirine, lewma min xwe kandîd kir";. + +Derbarê binavkirina çend kesên ku li derveyî fraksiyona turkmenan namzedin bo vê postê de, Macîd Osman dibêje ";Ew tenê propagendayê bo xwe dikin, wezaret jî bo ti kesî tapo nebûye. Kesekî ku di dema borî de îdareyek nedîtiye, ezmûna jiyana siyasî jê buhurî, nabe ev post bigihê. "; Herwiha got ";Em qebûl nakin Bereya Turkmenî bi tenê biryarê bide";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku ji her du cîgirên serokê koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken li Parlamentoya Tirkiyê pêk tê, peyamên rêberê PKKê Abdullah Ocalan gihandin Qendîlê û vegeriyan Tirkiyê. + +Piştî vegera ji Qendîlê, şanda HDP daxuyaniyek da medyayê û got ";di hevdîtina me de rayedarên KCKê daxwaz kirine ku divê AKPê gavên berbiçav bavêje";. + +Li gora ku şande dibêje, KCK herwiha ji hikûmetê dixwaze ku ew nexşerêya çareserkirina pirsa kurdî destpêkê bi Ocalan re û pişt re jî bi raya giştî re par ve bike. + +Rêvebirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji şanda HDPê re tekîd kirine ku ew bi temamî li pişta Ocalan û pêvajoya çareserkirinê ne. + +Endama şandê Pervîn Buldan di daxuyaniya xwe de dibêje ku ";wan encamên hevdîtinên xwe yên ligel Ocalan û ligel rayedarên hikûmetê, gihandine Qendîlê";. + +Buldan diyar dike ku hevdîtina wan ya ligel rayedarên KCKê 5-6 saetan dom kiriye û ew di hevdîtinê de li ser encamên danûstendinên ligel hikûmetê rawestiyane. + +Li gora ku tê gotin, berpirsiyarên KCK gotine ku divê AKP êdî gavên berbiçav bavêje, beriya ku parlamento were girtin, yasayên pêwîst derxîne û mijara berdana girtiyên nexweş jî neke mijara bazarê. + +Herwiha ew dixwazin ku komîteyeke çavdêriya pêvajoya aştiyê jî were avakirin. +Wê şandeya HDPê di rojên pêş de danûstendinên xwe ligel her du aliyan berdewam bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi helkefta salvegera damezirandina yekemîn partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li herêma Efrînê merasîmeke rêzlêgirtinê ji bo 13 kesayetiyên tevgera kurdî hat lidarxistin. + +Di merasîmê de ku ji aliyê rêxistina Efîrnê ya Partiya Yekîtiya Demokrat kurd li Sûriyê (Yekîtî) hat lidarxistin, çend gotin hatin pêşkêşkirin ku tê de bal kişandine ser kar û xizmeta ku kesayetiyên hatine xelakirin di tevegra siyasî ya Kurd de pêşkêş kirine. + +Beşdarên merasîmê ku li meydana mala yek ji damezirênerên yekemîn partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Reşîd Hemo li gundê Hopka ser bi bajarokê Reco ve, hatibû lidarxistin, serdana goristana gundê navborî kirin û gurzên gulan li ser gora Reşîd Hemo danîn. + +Di 14ê hezîran 1957an de, yekemîn partiya kurd li ser destê çend rewşenbîr û kesayetiyên navdar ên Kurd hatibû damezrandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî li gundewarên Girê Spî li rojhilata Kobanî, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên YPGê û asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin de derketin. + +Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî bi dest xistine, di encama şer û pevçûnan de 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dane. + +Li Rojavayê Kobanî jî, di êrîşeke hevbeş de ji aliyê hêzên YPGê, Ketîbeyên Şems el-Şeml, Lîwaya Cebhet el-Ekrad û Şorşgêrên Reqayê ve, van hêzan bajarokê Şêxlerê Jêrîn ji destê çekdarên DAÎŞê derxistin. + +Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku bajarokê navborî niha bi tevahî di jêr kontrola şervanên hêzên navborî de ye. + +Di çend mehên borî de, çekdarên DAÎŞê tevahiya deverên Cerablus, Munbic, Sirrîn, Şêxlerê Jorîn û Şêxlerê Jêrîn li rojava û başûrê herêma Kobanî kontrol kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku zehmete rewşa Iraqê vegere qonaxa berî bûyerên Mûsilê. + +Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC behsa rewşa niha Iraqê dike û sedema têkçûna rewşa ewlekariyê dixe stûyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî. + +Nêçîrvan Barzanî dibêje ";Rewşa ewlekariyê ne tenê ji ber êrîşên DAÎŞê têkçûye, lê belê ew encama siyaseta şaş a Malikî ye ku Sune piştguhkirine";. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje ";Baweriya Kurdan û Sune bi Malikî nemaye û divê piştî ku rewş aram bibe, Malikî dest ji posta xwe berde";. + +Nêçîrvan Barzanî diyar dike ";ku zehmete êdî Iraq yekgirtî bimîne"; û dibêje pêwîste Suneyên Iraqê mîna Kurdan herêmeke wan a serbixwe hebe û vê yekê wek modêla herî baş ji bo birêvebirina Iraqê dibîne. + +Derbarê livandina hêzên pêşmerge li navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin de, serokwezîr Barzanî tekîd dike ku armanca hêzên pêşmerge ne ewe ku têkeve nav bajarê Mûsilê û dibêje ";parastina sînorên Herêma Kurdistanê di destpêka her karekî pêşmerge de ye";. + +Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku berî bîstekê li gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAÎŞê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta niha nediyare bê ziyanên canî li pey wê êrîşê hene yan ne. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hêzên pêşmerge jî bersiva êrîşê da û navendên DAÎŞê li navçeyê borduman kirin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, çekdarên DAÎŞê dest danîne ser gundê Beşîr li başûrê rojavayê Kerkûkê ku piraniyan nişteciyê wê ji Turkmanên Şîa ne. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, di şerê li navçeyên Mela Ebdullah û Beşîr de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane û 23 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Di nav birîndaran de kurê rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê yê Kurd Sehed Qadir heye. + +Piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine vetetandin kişiyan û çekên xwe avêtin, hêzên pêşmerge ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê li wan navçeyan li Kerkûk, Mûsil û Diyale bi cih bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 2 nazmedên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo hikûmeta nû, red dike. + +Çavkaniyeke agehdar ji Parlamentoya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku PDKê vîto li ser 2 nazmedên Yekgirtû daniye û daxwaz kiriye ku bên guhertin. + +Li gor zaniyariyên Rûdwê, PDKê nazmedê Yekgirtû ji bo posta wezîrê hemahengiya navbera parlamento û hikûmetê Mihemed Hawdyanî û namzedê Yekgirtû ji bo posta wezîrê herêmê ji bo navçeyên Kurdistanî Fatih Sengawî red kirine. + +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, navbera PDK û Yekgirtû rêkeftinek heye ku parlamenterê Yekgirtû Mewlûd Bawermurad li şûna Mihemed Hawdyanî posta wezîrê hemahengiya navbera parlamento û hikûmetê werbigre. + +Herwiha Nesredîn Saîd ku namzed bû ji bo posta wezîrê kar û karûbarên civakî dê têkeve şûna Mewlûd Bawemurad di parlamentoyê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna îro ya serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê bi dawî hat. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî biryar dane ku hêzên pêşmerge ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin û vê dawiyê xistine bin kontrola xwe, nekişin. + +Herwiha hemû alî li ser wê yekê li hev kirine ku Mesûd Barzanî nûnerê Herêma Kurdistanê be di her danûstandinekê de û ew dê biryara dawî bide. + +Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nêrîna wan yek bû ku pirsgirêkên niha di stûyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ye. + +رەوشی ئێستای عێراق بەبێ دەزگای چاودێری یاسایی گوزەر دەکات +رەوشی ئێستای عێراق وایکردووە بەبێ دەزگای چاودێری و یاساییدا بڕوات چوونکە کاتی یاسایی خولی دووی پەرلەمان کۆتایی پێهاتووەو پەرلەمانتارانی خولی سێیەمیش چاوەڕوانی رێکەوتنی سیاسی دەکەن بەڵام لە رەوشێکی ئاڵۆزی وەک ئێستای عێراقی پێدا دەڕوات بە بۆچوونی پەرلەمانتارانی خاوەن ئەزموون ئاسان نییە لایەنە سیاسییەکان بگەنە رێککەوتنێکی سیاسی بۆ پێکهێنانی حکوومەت و رەوشی ئێستای عێراق وەک ساڵی 2003 دەبینن و گەشبینییەکیش لە لایەن هەندێک لە پەرلەمانتارە نوێیەکان دەبیندرێت کە خولی ئەمجارەی پەرلەمان بەهێزتر دەبێت . +نوكه عیراق بێ دهزگههێ چاڤدێریك و یاسادانێ یێ دهربازدبیت و دهمێ یاسایی یێ پهرلهمنتارێن خولا دوویێ تمام بوویه و یێن سیێ ژی ژاڤهرێ ل ههڤهاتنێن سیاسی دكهن، لێ درهوشهك ئالوز یا ئهمنی یا وهك نوكه عیر اق تێدا دهربازدبیت ب بۆچوونا پهرلهمانتارێن خودان سهربور گهلهك بزهحمهته ئالیێن سیاسی بگههن رێككهفتنهكێ بۆ پێك ئینانا حكومهتێ و رهوشا نوكهیا عیراقێ وهك یا سالا 2003 دبینن و گهشبینیهك ژی لجهم هند پهرلهمانتارێن نوی هاتینه ههلبژارتن ههیه كو خولا ڤێ جارێ یا بهێزبیت. + +ئالوزیا رهوشا سیاسی و ئهمنی یا عیراقێ ددهمهكی دایه كو پهرلهمانتارێن خولا دوویێ نوكه ل مالن و ییێن نوی هاتیه ههلبژارتن ژی چاڤهرێ ل ههڤهاتنێن سیاسی دكهن و تار رادهیهكی د گهشبینن كو پهرلهمان جارهكا دیتر ببیته جهێ ل ههڤهاتنێن سیاسی. +ساونبایت:رێناس جانۆ. +ب بۆچوونا پهرلهمانتارهكێ یهكگرتوو ئێدی مالكی یێ بهێز نهما و خولا نوی یا پهرلهمانی دێ بهێزترین خولبیت. +ساونبایت:جهمال كوچهر +ئهوێن ئهزموونا چوار سالیا حوكمرانیا عیراقێ دیتین نههند دگهشبینن ب رهوشا نوكهیا عیراقێ و دیاردكهن كو ئالیێن سیاسی یێن عیراقێ د زهحمهترین قوناغدانه. +ساونایت : موئهیهد تهیب +ل گورهی هند بۆچوونان یا ئسانا نابیت خولا سیێ یاپهرلهمانی دهست ب كرابیت، لێ ئهگهر دهست ب كاربیت دێ با بهێزبیت و تاكرهویێ ژی قبول ناكهت. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî vegerandin û bihawarçûna beşek ji xwendekarên Kurd li Bexdayê, lê hîn hejmarek mezin a xwendekarên Kurd li wir asê mane û jiyana wan di mestirsiyê de ye. + +Yek ji wan xwendekarên ku li Bexdayê asê mane, ji Rûdawê re got ";Ev ne hale em tê de ne, tikaye zû tiştekî ji me re bikin heta ku bi hawara me ve bên";. + +Berî niha hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek xwendekarên Kurd li Bexdayê di rêya balafireke taybet re vegerandine Herêma Kurdistanê, lê hîn nêzîkî 200 xwendekarên Kurd li Bexdayê mane û wek ku ew dibêjin ";ti cihekî wan nîne ku lê bimînin";. Yek ji xwendekaran ji Rûdawê re got ";Haya gelekan ji me ji wê balafirê nebû";. + +Bi gotina wan xwendekaran, zêrevanên malên xwendekaran ji wan re dibêjin ku neçine ti cihekî ji ber jiyana we di metirsiyê de ye, xwendekarekî got ";Her şev çekdarên serûçavên wan girtî davêjin ser malên xwendekaran û bi taybet li Kurdan digerin, em jî diçin ser ban ji bo em xwe biparêzin";. + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak ragihand, Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn. Bûcak her wiha got, mercên ragihandina serxwebûna Kurdistanê derketine holê. + +Platforma Demokratên Kurd li Amedê li bara nirxandina rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê û qeyrana Iraqê de daxuyaniyeke da çapemeniyê. + +Di despêka daxuyaniyê de berî her tiştî hate amajekirin ku kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê pêşmergeyan ve hate pîroz kirin û wek pêkhatina xewneke netewî ya xelkê Kurdistanê hate binavkirin. + +Serokê Platforma Demokratên Kurd, Sertaç Bûcak tekez li ser wê yekê kir ku di rewşa niha de Herêma Kurdistanê li dijî terora DAIŞ’ê ji bo parastina sînor û hemwelatiyên Kurdistanê bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî çi pêwîst be wê dike û ew jî wek Platforma Demokratên Kurd piştgiriya vê helwestê dikin. + +Sertaç Bûcak li ser konjonktura Rojhilata Navîn amaje kir ku êdî wateya sînorên ku beriya sed salan hatine xêzkirin nemaye û kurd ji destketinên xwe paş nakevin. + +Bûcak balkişand ser pêşveçûnên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û got ku Herêma Kurdistanê îro ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bûye semboleke îstiqrarê li Rojhilata Navîn û pêwîste her kes vê yekê baş binirxîne. + +Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku çapemeniyên cîhanê jî êdî ragihandina serxwebûna Kurdistanê wek rewşeke rewa dibînin û vê yekê êdî bi dengeke bibandor tînin rojeva cîhanê. Ev yek jî hêviya dewleta Kurdistanê xurt dike. + +Kerkûk (Rûdaw) – Gundê Beşîrê yê girêdayî bajarokê Daqoqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, dîsan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin. +Çend roj berê dema hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAIŞê ji gundê Beşîrê yê Kerkûkê vekişiyabûn, hêzên Pêşmerge gund kontrol kiribûn lê îro gund dîsa ketibû bin destê çekdarên DAIŞê. +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Hîwa Husamedîn, bîstekê beriya niha hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên polîsên deverên derdora Kerkûkê karîn gund ji destê DAIŞê derbixin. +Peyamnêrê Rûdawê li nav gundê Beşîrê ragihand, piştî ku gund ji destê DAIŞê hat rizgarkirin hêzên Pêşmerge û polîs li nav û derdora gund hatin bicîhkirin da li hember her îhtimalekê gund biparêzin. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, xelkê gund jî çek hildane û li kêleka hêzên Pêşmerge û polîs li dijî DAIŞê şer dikin û zarokên xwe jî derxistine derveyî gund. +Gundê Beşîrê girêdayî bajarokê Daqoqê yê Kerkûkê ye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Murad Karayilan bang li PDK û YNKê kir ku rê bidin bila gerîllayên wan li kêleka pêşmergeyan li dijî çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê şer bikin. Karayilan, her wiha got, Tirkiyê DAIŞê li dijî kurdan bikar anî lê niha ew çek li Tirkiyê vegeriyaye. +Li gorî nûçeya ANFê, Murad Karayilan ragihand, PKK amade ye bi hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re li dijî DAIŞê şer bike. +Murad Karayilan ji ber vê yekê bang li PDK û YNKê kir ku şer t û mercên pêwîst ji bona vê yekê pêk bînin û wiha got: ";Bila YNK û PDK zemîna wê yekê hazir bikin û gerîlla û pêşmerge bi hev re li dijî DAIŞê bi taybet li Kerkûk û Şingalê şer bikin."; +Endamê Desteya Serokatiya KCKê her wiha ragihand, hêzên ku li pişta DAIŞê ne hedefên wan ên cuda heye û bal kişand ser şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê û wiha anî ziman: ";Eger berxwedana YPGê neba niha li bakûrê Sûriyê jî dewletek îslamî ji aliyê DAIŞê ve dihat ragihandin."; +Murad Karayilan, behsa pêwendiyên Tirkiye û DAIŞê jî kir û got, her çiqas Tirkiye vê yekê înkar jî bike lê her kes dizane ku Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan piştgirî dida DAIŞê. +Wî rayedarê PKKê, behsa girtina dîplomat û karmendên Konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve kir û got, ew çeka ku Tirkiyê li dijî tevgera azadiya kurd bikar anî niha li Tirkiyê vegeriyaye. Me gellek caran got DAIŞ ji bona hemû gelên herêmê xeter e lê ti kesî guhê xwe nedayê û piştgirî danê. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Ev dîmena vîdyoyî ji aliyê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ve li bereyên şer ên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê li devera Celewla ya Kerkûkê hatiye kişandin. +Devera Celewlayê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrolkirin û heta astekî rewşa wir aram bûye lê hemû dikanên bajêr girtî ne, ji ber xelkê wir ji derketina şer û pevçûnê ditirsin. +Xelkê Celewlayê ji hêzên Pêşmerge dixwazin êdî ji wir venekişin ji bo ku aramiya wir têk neçe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya KCKê, Mustefa Karasû, eşkere kir ku dewleta Tirkiyê 15 roj berê xwestiye rasterast bi Qendîlê re hevdîtin lê wan ev yek red kirine. Karasu, her wiha got, êdî AKP muxatebê çareseriyê nîne. +Endamê Desteya Serokatiya KCKê, Mustafa Karasû, ji televîzyona Stêrk TV re li ser pêvajoya aştî û çareseriyê û hevdîtinên navbera dewleta Tirkiyê û KCKê daxuyanî da. +Mustafa Karasû, diyar kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê êdî gihîştiye çivekê û got, lewma yan dewlet dê di nav demeke kurt de bersiva bangewaziyên rêber Apo bide yan jî êdî em û rêberê me vê rewşê qebûl nakin. +Karasû, eşkere kir ku 15 roj berê dewletê daxwaza hevdîtina rasterast bi rayedarên KCKê re kiriye lê wan ev yek red kirine û wiha got: ";Me ji wan re got sermuzakerevanê me rêber Apo ye, eger cardin jî daxwaza hevdîtinê bikin emê dîsa red bikin";. +Wî rayedarê PKKê anî ziman ku ew bi şertekî hazir in bi dewletê re hevdîtin bikin ku şandek ji aliyê Ocalan ve were destnîşankirin û rayedarên KCKê jî tê de bibin û got, me di hevdîtinên Oslo (paytexta Norvecê) de jî got bila êdî ti kes demogojiyê neke û eger dewleta tirk çareseriyê bixwaze bila bi rêber Apo re rûnê û çareser bike. +Mustafa Karasû, li ser qedera pêvajoyê jî wiha got, ev sal û nîv e rewşa bêçalakiyê heye lê heta niha hikûmeta AKP tiştek nekiriye ji ber wê jî êdî lîmîta pêvajoyê bidawî bûye û îhtimala wê heye pêvajo vegere şerekî giran jî. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Du pêşmergeyên zêrevanî dema ku vedigeriyan dewama xwe rêya xwe şaş dikin û dikevin destê çekdarên DAÎŞê. Berpirsekî wê grûpê dibêje: ";Em wek dîlan bi wan re tev digerin."; Ew pêşmerge bi rêya Rûdawê re daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmetê dikin hewla azadkirina wan bidin. + +Rizgar Ebas Îsmaîl, efserê hêzên zêrevanî ku vêga li navçeya Gogcelîl a nêzîkî bajarê Mûsilê ne ji Rûdawê re got: ";Em hatine agehdarkirin ku 2 pêşmergeyên fîrqeya 4 bi şaştî bi otomobîlên eskerî û bi çekan çûne xaleke kontrolê ya çekdarên DAÎŞê li Memelon û hatine girtin";. + +Mihemed Elî û Bextiyar Necmedîn roja 15.06.2014 ji Hewlêrê ji bo dewama xwe ya asayî diçin derdora Mûsilê, lê dora saet 5ê êvarê bi şaştî dikevin xala kontrolê ya çekdarên DAÎŞê. + +Rûdawê pêwendî bi hejmara telefonên wan pêşmergeyan kir, lê çekdarekî DAÎŞê bersiv da ku xwe wek Mucbil da naskirin û wek alîkarê `amir` ê karûbarên ewlekarî axivî. Wî çekdarî nûçeya girtina wan her du pêşmergeyan piştrast kir û got ";Ew pêşmerge ji hêla eskerên DAÎŞê hatine girtin û li ba me ne û tendirustiya wan baş e";. + +Ew her du pêşmerge, yek ji wan cîgirê efser e û yê din pêşmerge ye, her du ji fîrqeya 4 a hêza 2 ya zêrevanî ne. + +Derbarê egera azadkirina wan pêşmergeyan de, wî berpirsê DAÎŞ ragihand ";Em wek dîl bi wan re tev digerin. Emîr û serkirdên me biryara azadkirina wan yan her biryareke din didin";. + +Mihemed Elî berê jî li heman cihî dewam dikir, lê cara yekem bû ku Bextiyar li wî cihî dewam dikir. Berpirsê DAÎŞ rê da wan her du pêşmergeyan ku bi telefonê ji Rûdawê re bipeyvin. Bextiyar got ";Ez ji hêla DAÎŞê hatime girtin û reftara wan bi me re baş e";. + +Bextiyar Necmedîn Hesen (33), şêniyê navçeya Şiwan a Kerkûkê ye û pêşmergeyê zêrevanî ye. Navborî sala 1997 bû pêşmerge, du zarokên wî hene. Niha mala wî li devera Daretû ya Hewlêrê ye. + +Mihemed Elî ku cîgirê efser e ji Rûdawê re got ";Em bi şaşî çûn û ketin leşkergeha wan, lewra em hatin girtin";. + +Mihemed Elî (56) li Helebce ji dayik bûye, du kur û keçeke wî heye û niha li Hewlêrê dijî. + +Mihemed got ku çekdarên DAÎŞ zor li wan nekirine: ";Em li benda pevguhertina dîl bi dîl in. Em daxwazê ji serokatiya Herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi hawara me ve bên û me qurtal bikin";. + +Derbarê rewşa wan pêşmergeyan de, efserê hêzên zêrevanî Rizgar Ebas got ";Li gor zanyariyên me lêdaneke zêde xwarine, lê zindî ne û desteserkirî ne. Heta vêga ti biryarek nîne ji bo azadkirina wan";. + +Derbarê îşkencekirina wan pêşmergeyan de, Mucbil ragihand: ";Di dema girtina wan de, yekî ji çekdarên DAÎŞê li wan pêşmergeyan da. Lê em lêpirsînê bi wî re dikin, wî ceza dikin û qamçî dikin li ser wî karê wî, ji ber li ba me lêdana dîlan qedexe ye";. + +Çavkaniyeke berpirs ji hêza zêrevanî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin û niha li bereyên pêşe li Mûsilê, ji Rûdawê re got ";Me pêwendî bi wan çekdarên DAÎŞê re kir. Wan soz daye ku wan her du pêşmergeyan azad bikin û em li benda bicîanîna soza wan in";. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Hemû aliyên siyasî li parêzgeha Silêmaniyê li benda civîna YNK û Goran in da ku dest bi danûstandinên girêdana hevpeymanîtiyê bikin, her yek ji wan aliyan çavê xwe berdaye wergirtina posta parêzgarê Silêmaniyê. + +Endamekî serkirdayetiya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê dibîne ku ";her sînaryoyek li Silêmaniyê li ber çav bê girtin, her divê yek ji her du aliyan razî bibe bi wê yekê ku posta parêzgar bo yê din be";. + +Dibe hilbijartin ji bîra xelkê herin, careke din Silêmaniyê bi sedema sînaryoyên siyasî yên pirr, hest bi nêzîkbûna dengê nearamiyê bike û bi baweriya gellekan ji wan kesên ku çavdêriya proseya siyasî dikin li Herêma Kurdistanê, divê Silêmaniyê aram be heta ku Herêma Kurdistanê aram be. + +Endamê odeya lêkolînên siyasî ya Tevgera Gorran Dr. Derbaz Mihemed dibîne berî ku civîna Goran û YNKê pêk were, divê YNKê li wê rastiyê mikur bê ku ";Em serketiyê hilbijartinê ne li Silêmaniyê û divê parêzgar bo me be û serokê encûmena parêzgeha jî bo YNKê be."; + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji hinek çavkaniyan bidest ketin, YNK berî yekalîbûna tanan li ser encamên hilbijartinê dest bi pêkanîna hevpeymaniyê ligel aliyan kir ji bo bidestxistina 50+1 û heta niha karîbûn kursiyê kotaya Xristyan û Sosyalîstan bi dest bixin. + +Endamekî serkirdayetiya YNKê ku nexwest navê wî belav bibe, derbarê yekalîbûna wan her du kursiyan de dibêje ";Bêguman rast e, niha hejmara kursiyên me bûne 13 kursî. Em li benda wê yekê ne ku Yekgirtûya Îslamî jî ligel me be";. + +VÎ endamê serkirdayetiya YNKê neveşart ku partiya wî dest bi hewla xwe dike ligel aliyan, bo danûstandinê û pişt re ligel Tevgera Gorran jî dicive ";Lê divê Tevgera Gorran bi hisabê serketî danûstandinê ligel me neke û bi vî awayê danûstandinê jî tiştek bi dest nakeve";. + +Lê Dr. Derbaz Mihemed dibîne ku ";YNKê nikare bê Gorran îdareya Silêmaniyê pêk bîne û îslamî ligel YNKê hevpeymaniyê nakin û PDKê jî karê wiha nake";, ji ber ew dibîne ku niha li Silêmaniyê ev hevkêş bi awayekî ye ku ti hêz nikare bê Gorran bîra pêkanîna îdareya parêzgehê bibe. + +YNKê amade ye bo danûstandinê ligel Tevgera Gorran û Goran jî dixwaze piştî yekalîbûna tanan civîn pêk bê. Endamê serkirdayetiya YNKê Letîf Şêx Omer dibêje ";Gotina me bo Gorran û hemû aliyên din jî ewe ku em danûstandinê ligel dikin, divê hemû alî tê de beşdar bin û divê li ser maseya danûstandinê yekalî bikin kî parêzgariyê werdigire";. + +Vî endamê serkirdayetiya YNKê red kir ku ti hêz serketiyê Silêmaniyê be ";Serketî ewe ku 50+1 jê re hebe. Lê ya ti hêzê nîne û bi rastî baştirîn çareserî ewe ku YNK û Gorran li nav îdareyekê hebin";. + +Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran jî dibêje ";Sînaryoya 2 sal bi 2 salan hate pêşniyarkirin, lê Gorran bi vê yekê razî nabe û ji ber ku YNKê her danekeve bo hêza serketî parêzgariyê werbigire, bêguman hingê pêwîstiya me bi Komel, Yekgirtû û PDK dibe bo misogerkirina 50+1";. + +Ev endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran herwiha dibêje ";Kêşeya serokomar yekalî nebûye û eger mercê Îranê nîne ku posta serokomar çi aliyê kurdî werbigire, postên Bexdayê ligel parêzgehan dikin yek pakêt, hingê em ligel YNKê tenê behsa parêzgeha Silêmaniyê nakin, lê belê behsa serokomarê Iraqê jî dikin";. + +YNKê berî demekê dest bi danûstandina pêkanîna hevpeymaniyan kir û wek endamê serkirdayetiya YNKê got ";Sosyalîst û endamê Xristyanî yekalî bûn, çavê me li wê yekê ye ku Yekgirtû û Komel jî ligel me bin";. + +Lê endamê polîtbîroya Yekgirtû Dr. Mihemed Ehmed ku serokatiya şanda Yekgirtû kir, dibêje ";Hewla me bo zemînesaziyê bû heta alî ji bingehên giştî yên binfirehî û aramiyê dûr nekevin û bi qasî ku em têgihiştin, ew jî kok bûn";. + +Lê endamekî serkirdayetiya Komela Îslamî dibêje ";Em û Yekgirtû nikarin 50+1 bo ti alî desteber bikin bê PDKê";. Ehmed Reşîd behsa hejmara kursiyên Gorran dike ku 12 kursî ne û dibêje ";Kursiyên me û Yekgirtû jî 4 kursî ne û hejmar dike 16 kursî ku nîvê 32 kursiyên encûmena parêzgehê ye û hingê divê PDKê balansê bilind bike. Lewma her baştir e 2 pirranî bi hev re hevpeyman bin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna wî duh a ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava axaftinên xwe yên li ser pirsgirêkên niha yên Iraqê de behsa peywendiyeke telefonî kir ku navbera wî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî çêbûye. + +Barzanî dibêje ";Berî 6 mehan dema Malikî serdana Amerîka kir, em bi telefonê ligel hev axifîn. Wê demê min ji Malikî re got ku rewşa Mûsilê gelek metirsîdar e û çekdar dikarin ewlekariya welat têk bidin";. Di bersivê de Malikî gotiye ";Haya te ji Kurdistanê hebe û rewşa xwe biparêzin, ji ber Iraq xwedî artêşeke bihêz e û dikare xwe biparêze";. + +Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wî heman tişt ji cîgirê serokê Amerîka John Biden re gotiye û di serdana Fransayê de ji rayedarên wî welatî re jî gotiye. + +Barzanî dibêje ";li ser vê meselê wezîrê derve yê Fransa telefona wî kir û gotiye axaftinên te rast derketin";. + +Roja duşemê wezîrê derve yê Fransa telefona serokê Herêma Kurdistanê kiribû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundê Beşîr û 7 hemwelatiyên sivîl li wir kuştin. + +Rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku duh piştî ku çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundê Beşîr, 7 kes li wî gundî bi guleyan kuştin. + +Qadir aşkere kir ku ";di şerê navbera hêzên polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê û çekdaran de 2 polîs şehîdbûn û 13 polîsên din jî birîndar bûn";. + +Qadir herwiha got ku şeva borî 4 helîkopterên artêşa Iraqê gundê Beşîr bombebaran kirin. + +Gundê Beşîr li başûrê parêzgeha Kerkûkê dikeve û şêniyên wê piraniya wan Turkmanên Şîa ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro 18/6/2014 Parlamentoya Kurdistanê baweriyê bide serokwezîr, cîgirê serokwezîr û wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. CVyên wan jî ji duh de gihiştine ber destê parlamenteran. + +CVyên serokwezîrê, cîgirê serokwezîr û wezîrên kabîneya heştem: + +Nêçîrvan Idrîs Barzanî ji bo serokwezîrtiyê hatiye erkedarkirin + +Sala 1966 ji dayik bûye + +Kurê mezin ê Idrîz Barzanî ye + +Sala 1989 bûye endamê polîtbîroya PDKê + +Di kongreya 13 ya PDKê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin + +Sala 1996 bû cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê + +Sala 1999 bû serokwezîrê kabîneya çarem a hikûmeta Herêma Kurdistanê + +Sala 2006 bû serokwezîrê kabîneya yekgirtî + +Jiyana hevseriyê ligel Nebîle Mesûd Barzanî pêkaniye + +Qubad Celal Hîsamddîn Talebanî ji bo posta cîgirê serokwezîr hatiye erkedarkirin + +Kurê duyem ê Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmed e + +Di 21ê tîmeha 1977 de ji dayik bûye + +Li Berîtanya xwendina xwe destpêkiriye û li wir jî li zanîngehê xwendiye + +Sala 2000 wek alîkarê berpirsê ofîsa YNKê li Amerîka dest bi kar kir + +Sala 2004 bû berpirsê ofîsa YNKê li Amerîka + +Sala 2006 bû nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka + +Destpêka sala 2013 vegeriya Kurdistanê + +Di kabîneya heftem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de serokê fermangeha hemahengî û şopandinê bû + +Sala 2005 jiyana hevseriyê ligel berpirsa berê ya Programa Pêşvebirina Iraqê Şêrî Graham pêkanî + +D. Rêkewt Heme Reşîd: Wezîrê tenduristiyê + +Sala 1974 ji dayik bûye + +Bijîşkê pispor ê qirik, guh û bêvilê ye + +Di kabîneya heftem de wezîrê tenduristiyê bû + +Sala 1997 bekaloryos di emeliyata giştî de li zanîngeha Selahedînê bi dest xist + +Diploma wî ya bilind di emeliyat û nexweşiyên qirik, guh û bêvilê de heye + +Sala 2004 wezîrê tenduristiyê di hikûmeta Silêmaniyê de bû + +Sala 2013 master di warê rêvebirinê de li zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bi dest xist + +Berî niha çend post di warê tenduristiyê de birêvedibirin +Yûsif Semed Lutfullah: Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî + +Bi navê D. Yûsif Goran tê naskirin + +Sala 1968 li Kerkûkê ji dayik bûye + +Sala 1986 yekemê qonaxa navendî bû li ser asta parêzgeha Kerkûkê + +Sala 1990 kolêca qanûn li zanîngeha Bexdayê temam kiriye + +Sala 2007 master di qanûn de li zanîngeha Koye bi dest xistiye + +Sala 2013 doktora li zanîngeha Silêmaniyê wergirt + +Sala 2010 bû berpirsê desteya şêwirmendiyê ya polîtbîroya YNKê + +Sala 2014 mamostayê beşa qanûn û siyasetê ya zanîngeha Geşepêdana Mirovî bû + +Niha serokê beşa qanûn û siyasetê ya kolêca qanûn û siyasetê ya zanîngeha Geşepêdana Mirovî ye +Derbaz Ebdullah Resûl: Wezîrê avakirinê + +Derbaz Kosret, kurê cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl e + +Sala 1982 ji dayik bûye + +Sala 2005 bawernameya bekaloryosê di zanistên siyasî de li Londonê bi dest xist + +Sala 2007 dîploma bilind di rêvebirinê de li zanîngeha Lister a berîtanî bi dest xist + +Sala 2013 dîpolm di rêvebirinê de li zanîngeha Amerîkî li Şarîqe bi dest xist + +Di rêxistina xwendekaran û rêxistinên YNKê li Berîtanya de kar kiriye + +Serokê desteya rêxistina Rêbaz Fundation û Borda nexweşxaneya Par e + +Berpirsê ofîsa cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê ye + +Di hilbijartinên 21ê îlona 2013 de bû parlamenterê Kurdistanê +Mehmûd Salih Kerîm: Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan + +Sala 1962 li Xumralê ji dayik bûye + +Derçûyê kolêca zaninstên siyasî ye + +Sala 1976 têkilî bi Komel re danî + +Sala 1979 bû pêşmerge + +Du caran ji aliyê hêzên ewlekariya Baes ve hatiye girtin + +Sala 2003 bû endamê ofîsa têkiliyên YNKê û niha berpirsê wê ofîsê ye +Xalid Ebdulrehman Ehmed Mihemed Doskî: Wezîrê rewşenbîrî û lawan + +Bi navê Xalid Doskî tê naskirin + +Sala 1962 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1984 bekaloryosa di edebiyata kurdî de li zanîngeha Bexdayê bi dest xist + +Di heman salê de bû pêşmerge + +Zimanî îngilîzî û medyayê li Londonê xwendiye + +Sala 2001 bekaloryos di rêvebirinê de li zanîngeha Rojhilata Londonê bi dest xist + +Rêveberê televizyona Badînan Sat e + +Endamê encûmena parêzgeha Duhokê û serokê lîsteya YNKê bû di encûmenê de + +Endamê ofîsa ragihandin û serpereştyarê ragihandina YNKê bû li Badînan + +Salên 2009 û 2010 berpirsê Melbenda Zaxo bû +Ebilkerîm Sultan Ebdullah: Wezîrê navxwe + +Bi navê Kerîm Şingalî tê naskirin + +Sala 1950 li Şingalê ji dayik bûye + +Sala 1971 kolêca qanûn û siasetê li zanîngeha Bexdayê temam kir + +Ji sala 1971 heta 1973 de li Bexdayê karê parêzeriyê kiriye + +Ji sala 1993 heta 1994 rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê bû + +Endamê polîtbîroya PDKê ye + +Ji sala 2001 de wezîrê navxwe ye +Elî Hacî Osman Hacî Bedirî Sindî: Wezîrê pilandananê + +Bi navê D. Elî Sindî tê naskirin + +Sala 1965 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1990 bawernameya bekaloryosa bijîşkî li zanîngeha Mûsilê bi dest xist + +Sala 1996 wekîlê wezîrê tenduristî û karûbarên ciakî bû + +Sala 2002 pileya master di rêbirina gitî de li zanîngeha Harvard bi dest xist + +Şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên tendursitiyê ye + +Di kabîneya heftem de wezîrê pilandananê ye +Ebdulaah Ebdullrehman Ebdullah: Wezîrê samanên siruştî + +Bi navê Aştî Hewramî tê naskirin + +Sala 1948 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Sala 1971 bekaloryos di petrolê de li Bexdayê bi dest xist + +Di sala 1971 de wek endazyar di kompanya petrola Iraqê li Besrayê kar kiriye + +Ji sala 1975 heta 1982 de li Berîtanyayê wek endazyar di kompaniyeke petrolê ya berîtanî de kar kiriye + +Sala 1978 maste di endazyariya petrolê de li Skotlendayê bi dest xist + +Ji sala 1982 heta 1985 mezine endazyarê Intra bû + +Ji sala 2006 de wezîrê samanên siruştî ye +Ebdullsetar Mecîd Qadir: Wezîrê çandinî û avdaniyê + +Ebdullsetar Mecîd + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Bawernameya bekaloryosê di zanistên Quranê de bi dest xistiye + +Sala 1978 bû pêşmergeyê Tevegra Îslamî + +Di du kongreyên Komela Îslamî de carekê dengê yekem û carekê dengê duyem bi dest xist + +Berpirsyariya wî ya siyasî û leşkerî hebû di nab Komela Îslamî de + +Berdevkê Komela Îslamî bû + +Endamê polîtbîroya Komela Îslamî ye + +Nûnerê Komel bû di komîteya hemahengiyê ya opozîsyonê de + +Serokê şanda Komel bû di avakirina hikûmet û nivîsandina karnameya hikûmetê de +Rêbaz Mihemed Ebdullah: Wezîrê darayî + +Bi navê Rêbaz Hemlan tê naskirin + +Sala 1981 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Bekaloryosa wî di qanûnê de heye + +Çend salan karê parêzeriyê kiriye + +Berpirsê rêveberiya kompaniya Wişe bû + +Cîgirê berpirsê rêkxerê darayî û rêveberî yê Tevgera Gorran bû +Selahedîn Babekir Mihemed Silêman: Wezîrê elektrîkê + +Sala 1965 li Qeladizê ji dayik bûye + +Ji destpêka salên heştêyî de tevî karê siyasî yê îslamî bûye + +Sala 1992 bekaloryos di endazyariya petrokîmyayî de li zanîngeha Tekenelojîk a Bexdayê bi dest xist + +Bawernameya wî ya master û doktora di rêvebirina pîşesazî de heye + +Sala 1999 yekem xort bû ku bû endamê serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî + +Di kongreya şeşem a Yekgirtû de duyem dengê endamên kongreyê bi dest xist + +Yekem sekreterê Yekgirtûya Qutabiyan bû + +Yekem berdevkê fermî yê Yekgirtû bû + +Berpirsê ofîsên ragihandin, cemawerî û hilbijartinê bû + +Endamê encûmena serkirdatiya Yekgirtû ye + +Alîkarê sekreterê giştî yê Yekgirtû ye +Samal Serdar: Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê + +Samal Serdar Mehmûd + +Sala 1981 li Silêmaniyê ji dayik bûye + +Derçûyê kolêca qanûn e + +9 salan karê parêzeriyê û şêwirmendiya qanûnî kiriye + +Endamê civata niştimanî ya Tevgera Gorran û rêkexerê odeya qanûnî ye +Kemal Muslim: Wezîrê ewqaf û karûbarên olî + +Kemal Muslim Saîd + +Sala 1967 li Duşîwanî Mentik ji dayik bûye + +Derçûyê beşa cyolocya ya kolêca zaniest û derçûyê kolêca qanûn e + +Sala 1982 tevlî YNKê bû + +Sala 2009 tevlî Tevgera Gorran bû + +Bajêrvanê Hewlêrê bû + +Niha karê parêzeriyê dike + +Newroz Mewlûd Mihemed Gerdî: Wezîrê şaredariyê + +Bi Newroz Mewlûd tê naskirin + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Sala 1992 bekaloryos di qanûnê de li zanîngeha Selhedînê bi dest xist + +Sala 2010 master di rêvebirina kar de bi dest xist + +Dîploma wî di pişrastbûna curî li Berîtanya heye + +Rêveberê qanûnî yê desteya giştî ya weberhênanê bû + +Niha rêveberê giştî yê weberhênana Hewlêrê ye + +Sekreterê encûmena bilind a weberhênanê ye bi pileya wekîlê wezîr + +Beşdar bû di dariştina rênimayên sindoqa niştecîbûnê de + +Girîngiyeke zêdetir dide pêşvebirina kertên geştyarî, niştecîbûn û bazirganiyê +Sînan Ebdulxaliq Ehmed Çelebî: Wezîrê dad + +Bi navê Sînan Çelebê tê naskirin + +Sala 1944 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Bekalroyos û master di endazeya avakirinê de li Berîtanya û Tirkiyê bi dest xistiye + +Damezirênerê ofîsa şêwirmendiya endaziyariya Iraqê li Bexdayê ye + +Wek mutehid û endazyar li Hewlêrê kar kiriye + +Sala 1993 demekê bû serokê Eniya Turkmanî + +Cîgirê serokê rêxistina xêrxwazî ya Ihsan Dogremeçî bû + +Di kanbîneyên şeşem û hefetm de wezîrê pîşesazî û bazirganiyê bû +Piştîwan Sadiq Ebdullah: Wezîrê perwerde + +Sala 1970 li Hewlêrê ji dayik bûye + +Sala 2013 bawernameya doktora di qanûna giştî de bi dest xist + +Endamê encûmena serkirdyetiya PDKê ye + +Mamostayê kolêca qanûn û siyaset li zanîngeha Selahedînê ye + +2 pirtûkên wî hene derbarê jinavbirina terorê de bi zimanê erebî +Mistefa Qadir Mistefa: Wezîrê pêşmerge + +Bi navê Mistefa Qadir tê naskirin + +Sala 1958 li Qeladizê ji dayik bûye + +Peymangeha çandiniyê ya Ebû Xirêb li Bexdayê temam kiriye + +Sala 1978 tevlî Komele bû + +Sala 1980 bû pêşmerge + +Sala 1990 heta 1991 girtiyê siyasî bû + +Sala 1995 bû endamê serkirdatiya YNKê + +Çend berpirsyariyên rêkxistin û pêşmerge wergirtibûn + +Endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê bû + +Sala 2001 û piştî kongreya duyem bû endamê polîtbîroya YNKê + +Cîgirê fermandarê giştî yê pêşmergeyên YNKê bû + +Ji sala 1998 heta 2001 wezîrê navxwe yê îdareya Silêmaniyê bû + +Rêkxerê odeya rêveberî û darayî ya Tevgera Gorran e +Hisên Siyaweş Eyo: Wezîrê veguhestin û gihandinê + +Bi navê Conson Siyaweş tê naskirin + +Sala 1971 li Diyana ji dayik bûye + +Sala 1993 bekaloryos di cografiya de li zanîngeha Selhedînê bi des xistiye + +Sekreterê Encûmena Gel a Suryan Aşûrî bû + +10 salan di serkirdatiya Partiya Demokrat a Bêt Nehrên de bû + +Endamê Yekîtiya Cîhanî ya Aştiyê û endamê piraniya kongreyên bergirîkirin li Xristiyanên Iraqê bû + +Di kabîneya hefetm de wezîrê veguhestin û gihandinê bû +Fatih Mihemed Silêman: Serokê desteya navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê + +Bi navê Fatih Sengawî tê naskirin + +Sala 1976 li Sengaw ji dayik bûye + +Sala 1998 bawernameya di zimanê erebî de li zanîngeha Selahedînê bi dext xist + +Sala 2008 maste di civknasiyê de li zanîngeha Hure ya Holandî bi dest xist + +Sala 2011 master di zimanê erebî de li zanîngeha Cînan a Libnanî bi dexst xist + +Wanebêje li zanîngeha Geşepêdana Mirovî + +Xwendekarê doktorayê ye di zimanê erebî de + +Di warê ragihandin û rêxistinan de kar kiriye +Nesredîn Saîd Mistefa Hebîb: Wezîrê kar û karûbarên civakî + +Bi navê Nesredîn Saîd tê naskirin + +Sala 1965 li Duhokê ji dayik bûye + +Sala 1994 tevlî Yekgirtûya Îslamî bû + +Sala 2007 bekaloryos di xwendina îslamî de li zanîngeha Mûsilê bi dest xist + +Endamê serkirdatiya Yekgirtû ye + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji pêşmergeyên xanenişîn û cemawerên Kurdistanê re şand û tê de daxwaz ji hemû aliyekî kir ku bi berpirsiyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin. + +Barzanî di peyama xwe de ";ji ber vê rewşa niha ya li ser sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê û ji bo bergirîkirin li milk û malên hemwelatiyên û parastina deskeftên gelê Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyekî dike ku bi berpirsyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin";. + +Mesûd Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hemû ";pêşmergeyên qreman kir ku di qonaxa xanenişîniyê de ne bi mebesta piştgirîkirina hêzên pêşmerge û xwe amadekirin ji bo her egerekê têkiliyê bi wan cih û baregehan re danin ku berî niha tê de xizmeta gel û niştiman kirine";. + +Ji bo vê mebestê jî, Barzanî dibêje ku ";pêwîste wezareta pêşmerge û yekîneyên fermandariyan tedbîrên guncayî ji bo rêkxistin û pavekirina erkên wan pêşmergeyan bistînin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji cemawerên Kurdistanê kir ku ";her kes li gor karînên xwe alîkarî û piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê bikin";. + +Barzanî di peyama xwe de hemwelatiyên Kurdistanê piştrast dike ku ";hêzên pêşmerge wek qonaxên berê yên xebata gelê me bi hêz û bi xwe baweriyekê amade ne bergiriyê li Kurdistanê bikin";. +Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de tekîd dike ku ";bêguman paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ji bo raya giştî ya Iraqê û Kurdistanê belav kir û tê de desthilatdarên Bexdayê wek berpirsyarê rasterast ê rewşa niha ya Iraqê da naskirin. + +Barzanî di peyama xwe de diyar dike ku ew di peywendiyeke berdewam de bû ligel piraniya aliyên peywendîdar derbarê bûyerên ku vê dawiyê li Iraqê qewimîne de û dibêje ku ";wî ji mêj de hişyariyê dida ku rewşa Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe ji ber siyaseta çewt û tekane ya kesên ku dethilat li Bexdayê zeft kirine"; û ew kes jî wek ";berpirsê rasetast ê wan pêşhateyan da naskirin";. + +Barzanî diyar dike ku wan gelek hewl da çareseriyên bingihîn ji pirsgirêkan re bibînin û gelek pêşniyar jî pêşkêş kirine, ";lê bersiv û reftara karbidestan li dijî bû yan jî piştguhkirin bû";. + +Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku Kurdistan piştî sala 2003yan li dijî şerê tayifî û mezhebî rawestiya û nebûye sedemeke nerênî di vê milmilaneyê de, ";lê Kurdistan heta ku jê hat roleke xêrê lîstiye";. + +Barzanî dibêje ku ew ligel Şîa sekinînin dema ku li wan qewimî û zulim li wan hat kirin û piştî sala 2003yan jî li dijî piştgukirina Sune rawestiyan, herwiha Barzanî tekîd dike ku ";exalqê Kurdan di dirêjahiya dîrokê de ew bû ku pişta mezlûman girtiye";. + +Barzanî herwiha hewlên wan kesên ku baca şaştiyên xwe didin û şikestine û dixwazin bikine şaştiya Kurdan wek ";buxteneke mezin"; wesif kir. Ew kes jî bi wê yekê tometbar kirin ku ";mijûlî çêkirina valahiyeke wiha di navbera Kurd û Şîa de ne ku bêguman dê ziyanên mezin bigihîne her du aliyan û dibêje ku ";hevpeymanîtiya Kurdan ligel Şîa ji reftara çend kesên ku karbidestin, bilindtir e";. + +Barzanî di peyama xwe de amaje dike ku ";ew qet helwesta îmam Muhsin el-Hekîm û Şehîd Sedir ji bîr nakin"; û Şîa piştrast kirin ku ";ewên bûne sedema çêbûna vê rewşê ";dixwazin şikestina xwe bi buxtanan veşêrin û çend sale rastiyê ji milet vedişêrin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku niha rewşeke nû derketiye holê û pêwîste çareseriyeke bingihîn ji bo pirsgirêkan bê dîtin, lê tekîd dike ku divê awayê desthilatdarî û rewşa siyasî ya berî niha bê guhertin. + +Derbarê rûbirûbûna terorê de, Barzanî dibêje ku ";Kurdistan zêdetirî her demekê amade ye ji bo bergirîkirin li berjewendiyên xwe û jiyana xelkê xwe ji her destdirêjiyekê";. + +Herwiha tekîd dike ku ";ew karên terorîstî ji daxwazên rewa yên birayên Sune cuda dikin"; û dibêje ku ";ew ligel birayên Şîa û Sune ji bo rûbirûbûna terorîstan amade ne, lê qet nakevine şerekî ku di bin perdeya şerê dijî terorê de şerê tayifî bê kirin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku bi tenê bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin û tekîd dike ku ";divê sedem bên çareserkirin û proseya siyasî rêya xwe ya rast bigre û wê demê jinavbirina terorîstan gelek hêsan dibe";. + +Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje ku ew ";fakterê xêrê ne û piştgiriya her gavekê xêrê dikin, lê divê hemû aliyek bizanin ku îro rewşeke nû derketiye holê û divê bi waqihî mamele ligel bê kirin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serowkezîr Qebad Talebanî û wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, Çarşemê, li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin. +Berî sûndxwarinê, parlamenteran deng dan wezîrên kabîneya heştem yek bi yek û encamên dengdanê wiha bûn: +Sînan Çelebî, Wezîrê Dad, 79 deng belê, 3 deng nexêr +Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge, 78 deng belê, 6 deng nexêr +Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe, 87 deng belê, 4 deng nexêr +Rêbaz Mihemed, Wezîrê Dad û Aborî, 86 deng belê, 6 deng nexêr +Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, 83 deng belê, 3 deng nexêr +Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Tenduristiyê, 83 deng belê, 3 deng nexêr +Piştîwan Sadiq, Wezîrê Perwerde, 89 deng belê, 3 deng nexêr +Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedanî û Niştecîbûnê, 90 deng belê, 3 dengê nexêr +Newroz Mewlûd, Wezîrê Şardarî û Geştûguzarê, 89 deng belê, 3 deng nexêr +Yûsif Mihemed, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, 92 deng belê, 3 deng nexêr +Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Mihemed Qadir, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî, 95 deng belê, 3 deng nexêr +Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîriyê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Mehmûd Salih, Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan, 92 deng belê, 3 deng nexêr +Ebdulsetar Mecîd, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Samal Serdar, Wezîrê Bazirganiyê, 87 deng belê, 5 deng nexêr +Jonson Siyaweş, Wezîrê Veguhestin û Gehandinê, 84 deng belê, 5 deng nexêr +Kemal Muslim, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, 74 deng belê, 5 deng nexêr +Selahedîn Babaekir, Wezîrê Elektrîkê, 82 deng belê, 4 deng nexêr +Mewlûd Bawemira, Wezîrê Herêm, 90 deng belê, 3 deng nexêr +Ebdulrehman Ebdulrehîm, Wezîrê Herêm, 88 deng belê, 3 deng nexêr + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ";Derfetên wekhev bo her kesî peyda bike û sozên xwepêk bîne."; +Îro, Çarşemê, serokwezîr û cîgir û wezîrên kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sûnda yasayî li Parlamentoya Kurdistanê xwarin, piştî sûndxwarinê Nêçîrvan Barzanî karnamye hikûmeta xwe ragihand û got: ";Kabîneya heştem demeke dirêj dixwest bo beşdariya hemû aliyan."; +Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku: ";Di çar salên bê de em dê tekez li ser parastina mafên mirov, zarok û jinan bikin û kar bikin bo serweriya yasayê."; +Ji aliyek din ve Barzanî amaje kir ku dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bike bo bidestxistina ";Zelaliyê"; û nenavendiyê di sîstema hikumraniyê de. +Barzanî diyar kir jî ku dê kabînheya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike bo ";Peydakirina çavkaniyeke dahatê bo xelkê û hewla baştirkirina rewşa Pêşmerge jî bidin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê sibe civîneke taybet lidar bixe bo dîtina çareseriyekê bo arîşeya benzînê ku ev du rojin li Herêma Kurdistanê qewimiye. +Biryare sibe, 19.06.2014, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ligel her yek ji parêzgarê Hewlêrê, parêzgarê Silêmaniyê û parêzgarê Dihkoê bicive derbarê arîşeya kêmbûna benzînê de li Herêma Kurdistanê. +Îro, Çarşemê, piştî bidawîhatina mersaîma sûndxwarina wezîrên kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê kêbmûna benzînê de got: ";Berî niha qasek benzîn ji palawgeha Bîcî dihat Herêma Kurdistanê, lê niha ew qas hatiye birrîn."; +Herwiha Barzanî aşkere kir ku: ";Tevî wê yekê niha Herêma Kurdistanê qasek beznîn bo Kerkûk û Mûsilê dişîne, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku arîşw ji Kurdistanê re çêbibe."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) telefonên şofêrên kurd ên dîlgirtî ji wan sitandin, ku ew take rê bû bo peywendiya wan şofêran bi malbatên xwe re. +Serokê sendîkeya şofêran li navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexa Bakûrê Kurdistanê Hişyar Haşimoglu ji Tora Medyî ya Rûdawê re ragihand ku, rêxistina DAÎŞê telefona ku şofêrên kurd ên dîlgirtî li Mûsilê ji wan sitandin. +Haşimoglu diyar kir ku, hijmara şofêrên dîlgirtî di destê rêxistina DAÎŞê hê wek berê ye 32 kesin û ew şofêrê ku gotin reviye, ne di nav wan şofêrên dîlgirtî de bû. +Hişyar Haşimoglu ji Rûdawê re dest nîşan kir ku, piştî civîna encûmena wezîran ya ku roja 16ê vê mehê pêk hat, hikûmeta Tirkiyê doza berdana diplomatên konsulxaneya wan li Mûsilê û şofêran kir yek doz. +Wek tê zanîn roja 9ê hezîranê 32 şofêrên ku ji bajarê Îskenderonê mazot dibirin Mûsiê, ji aliyê rêxistina DAÎŞê hat dîlgirtin, û heta niha jî di dest wan de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê şanda Kantona Cezirê bo biserxistina destpêşxeriya TEV-DEMê, Mihemd Mûse ragihand ku heta niha rûniştinên wan bi aliyên opozîsyona Sûriyê re erênî ne. +Mihemed Mûse ku di heman demê de Sekreterê Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê ye, ku ligel PYD û çend aliyên din rêveberiyên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Heta niha rûniştinên me bi hemû aliyên opozîsyonê re erênî ne û nêzîk dê karnameya me bi dawî bê û emê vegerin welat."; +Hewiha Mûse da zanîn ku dema vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê ew dê: ";Konfransekî rojnamevanî li dar bixin û daxuyaniyekê belav bikin û têde hemû karên xwe li ber çavan deynin."; +Wî endamê şanda Kanotona Cezîre, ku niha li Tirkiyê ye got: ";Gelek aliyên Siyasî yên opozîsyonê me bi fermî dîtin wek , rêxistina Asûrî , Îxwan , hevrêz û rêxistinên ciwanan û kesayetiyên wek Mişêl Kîlo û gelek aliyên din."; +Li ser nêrîna aliyên Siyasî yên opozîsyona Sûriyê li ser destpêşxeriya TEV-DEM navborî wiha diyar kir: ";Di dema civînê de nêrîna hemû aliyên me bi wan re danustan kirin , erênî bûn , lê hê ji bo vê destpêşxeriyê wan aliyan çi bersivên fermî nedane me."; +Tê zanîn ji nîvê meha borî ve TEV-DEMê destpêşxeriyek pêşkêş kir ji bo yekxistina opozîsyona Sûriyê, û Kantona Cezîre şandek 5 kesî şande Tirkiyê ji bo encamdana hevdîtinan ligel aliyên opozîsyonê . + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 270 rojan, wezîrên kabînya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin, tevî ku ev hikûmet bi derengî hate pêkanîn, lê hin kes başiyê di vê derengiyê de dibînin. +Di kabînya heftem de, Tevgera Gorran û her du partiyên îslamî, oposîzyon bûn, lê ew di vê kabîneya nû de başdarin û hinek ji wan postên girîng jî wergirtin. Hin kes ditirsin ku nebûna opozîsyoneke akîtv bandoreke nerênî li ser karê hikûmetê bike. +Kabîneya heştem di demekê de hatiya damezirandin ku Iraq di krîzeke ewlekarê û siyasî de dijî û gelek pirsgerêkin ku di navbera Hewlêr û Bexdayê dehîn bê çareserî mane. +Ev cara yekê ye partiyên ku berê opozîsyon bûn, tevlî hikûmetê dibin û xelk bi hêvî ne bandora vê yekê ya erênî li ser jiyana wan a roijane û xizmetguzariyên hikûmetê heb. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Di çarçoveya Duyemîn Şahiyên Biharê yên zanîngeha Tûncelî ya Dêrsîmê de li Hola Beşa Zanistên Aborî ya heman zanîngehê bi zaravên zimanê kurdî kirmanckî/zazakî û kurmancî û bi zimanê tirkî helbest ji aliyê xwendekeran ve hatin xwendin. Xwendekaran di dawiya ahengê de helbesteke ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dike; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî xwendin. + +Duh li bajarê Dêrsîmê, Duyemîn Şahiyên Biharê yên Zanîngeha Tûnceliyê bi helbestan berdewam kir. Xwendekarên zanîngehê bi zaravên kurdî kirmanckî û kurmancî û bi tirkî xwendin. + +Ahenga ku bi helbestek kurmancî ya naveroka wê 'Evîn' bû destpêkir, bi helbestên tirkî yên Nazim Hîkmet berdewam kir û bi helbesta Lorîn Demîrel a ku li ser hîmê dualîzma Zerdeşt qala dîroka kurdî dikir gihişt asteke berz û kûrhêmayî. + +Pişt re helbestek ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dikir; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî hat xwendin. + +Roja ku bi çalakiya helbestan tije bû, şev bi konsertan berdewam dike. + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Iraqê, telefona her yek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî kir. + +Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Biden roja çarşemê di rêya telefonê re ligel her yek ji Barzanî, Malikî û Nucêfî axifî. + +Biden ji her sê serkirdeyan xwest ku li dijî çekdarên DAÎŞê bibin yek û hikûmetekê ava bikin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden ji her sê serkirdeyên Iraqê xwestiye ku yekîtiya xwe niştimanî li hember êrîşên DAÎŞê biparêzin û derbarê pirsên ewlekariyê di paşerojê de hemahengiyê bikin. +Biden ji Malikî xwest ku divê siyaseteke giştî bi cî bike û daxwazên gelên Iraqê berçav werbigire. + +Her li gor daxuyaniya Koşka Spî, cîgirê serokê Amerîka ji serokwezîrê Iraqê re gotiye ku baştirîn rê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAÎŞê ewe ku gotûbêjê ligel eşîretên Iraqê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nêzîkî salekê di ser bûyerên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ku di encam de 6 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, derbas dibe, lê heta niha ew bûyer zelal nebûye, tevî ku ti lêkolîneke cidî jî derbarê vê yekê de nehatiye kirin. + +Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. + +Rêxistina Human Rights Watch di raporteke xwe ya taybet bi rewşa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê de ku roja pêncşemê 19/6/2014 derxistiye, dibêje ku wê lêkolîn li ser bûyerên li Amûde kiriye û tekîd dike ku ";YPGê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderên dijberên PYDê bi kar aniye û 3 kes ji wan bi guleyan kuştine, herwiha di heman rojê de 3 kesên din ji aliyê asayişê ve hatin kuştin";. + +Derbarê vê yekê de, ti aliyekî siyasî yê Kurd red nake ku ew 6 kes bi guleyên YPGê hatine kuştin, lê belê PYD û rêxistinên ser bi wê ve van bûyeran wek ";pîlan û komployekê"; bi nav dikin. + +Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl dibêje ku ";tiştê li Amûdê bûye sudfe bû, lê ji aliyê hin aliyên kurdî ve ku acendeyên wan ên taybet hene, hatibû pilankirin";. Aldar Xelîl wan aliyan bi wê yekê tometbar dike ku ";hewl didan raya giştî li dijî YPGê derbixin";. + +Niha ku çend roj mane û wê salek di ser van bûyeran re derbas bibe, Encûmena Niştimanî ya Kurd û çend partiyên kurdî ku wan bûyeran wek ";komkujiyekê"; bi nav dikin, xwe amade dikin ku xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê birêvebibin. + +Aldar Xelîl ku wek kesatiya yekem di nav PYDê û rêxisitnên wê de li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, derbarê van xwepêşandanan hişyariyê dide û ji wan partî û aliyan dixwaze ku di salvegera bûyerên Amûdê de xwepêşandanan li dar nexin. Herwiha hinek aliyên siyasî, ku bi nav nekirine, bi wê yekê tometbar kirin ku ";dixwazin tevliheviyê derbixin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) dibêje ku li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, mafên mirovan tê binpêkirin. + +HRW raportek bi navê ";Di bin desthilatdariya Kurdî de: Binpêkirinên li navçeyên di bin kontrola PYDê de"; ku ji 107 rûpelan pêk tê belav kir û bi awayekî berfereh li ser bûyerên girtina dijberên siyaseta PYDê, revandina xelkê, kuştinên ku kujerên wan nediyar û dadgehkirinan disekine, herwiha behsa çekdarkirina zarokan ji aliyê YPGê ve dike. + +Di raportê de hatiye gotin ku ";endamên çend partiyên opozîsyona kurdî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, ji aliyê asayişa ku ji aliyê PYDê ve tê birêvebirin hatine girtin, di hinek haletan de dijberên PYDê li pêşiya dadgehên ne dadprwer hatine îdanekirin";. PYDê jî dibêje ew kes ji ber sedemên cînayî hatine girtin, lê HRW ji bo yekalîkirina vê pirsê pêşniyar dike ku komîteyeke serbixwe bê avakirin. + +HRW li ser haletên kuştin û wendarkirina dijberên PYDê jî nivîsandiye û besha kuştina Ehmed Ferman Bonceq li Qamişlo û revandina Behzad Dursin li Dêrikê û Emîr Hamid li Dirbêsiyê dike. Di raportê de PYDê gotiye ti têkiliya wê bi van bûyeran re tine ye, lê HRW dibêje ku ";PYDê nikariye lêkolîneke cidî li ser van bûyeran bike";. + +Rêxistina navdewletî behsa wan 15 sivîlên dike ku di 29ê gulanê de li gundê Tilîliyê li rojavayê Serêkaniyê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin îdamkirin. Herwiha bal dikişîne ser revandina sivîlên Kurd li parêzgeha Helebê û îdamkirina çend sivîlên Kurd bi gumana ku endamên YPGê ne. + +Li ser îşkencekirina girtiyan jî, raportê behsa bûyera mirina Henan Hemdoş dike yê ku roja 4ê gulanê li zindana asayişê li Efrînê jiyana xwe ji dest da û asayiş gotibû ku ";wî serê xwe li dîwar xisitiye û xwe kuştiye";, lê HRW li ser zarê kesekî ku cenazeyê Henan dîtiye nivîsandiye ku ";birînên li ser laşê Henan nîşan didin ku ew rastî lêdan û îşkenceyê hatiye";. + +HRW herwiha behsa bûyera kuştina Reşwan Etaş dike ku roja 18ê sibatê di zindana asayişê de li Serêkaniyê hat kuştin. Fermandarê asayişê Ciwan Îbrahîm li ser bûyerê dibêje ku ";endamê asayişê yê ku Reşwan kuştiye bi cezayê girtina hetahetayî hat darizandin";, lê navê wî aşkere nekir. + +Derbarê çekdarkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ku berî niha Neteweyên Yekbûyî jî behsê kiribû, HRW diyar dike ku ";tevî sozên asayiş û YPGê, lê hîn ew du hêzên girêdayî PYDê zarokan tevlî rêzên xwe dikin";. YPGê di 5ê vê meha hezîranê de soz da ku di nava mehekê de hemû çekdarên xwe yên di bin 18 salan de derbike. + +Tevî binpêkirina ku di nav zindnan de tên kirin, lê HRW dibêje ku her du zindanên Qamişlo û Dêrikê li gor pîvanên navdewletî ne. + +HRW di raporta xwe de dibêje ku divê PYDê rêz li yasaya navdewletî ya mafên mirovan bigre û îşkencekirin, girtin û çekdarkirina zarokan rawestîne. + +Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka ya HRW Nedîm Horî derbarê raportê de dibêje ku ";serkirdatiya kurdî li bakurê Sûriyê dikare tiştekî zêdetir bike ji bo ku mafên hemû kesên li navçeyên di bin kontrola xwe de biparêze";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyê roja 18ê hezîranê derbarê du dozên herî navdar de biryara dadgeriyê derket, yek jê doza derbeya leşkerî ya Îlona 1980 ku 10emenîn dadgeha cezaya giran a Enqerê biryara hetatayî ji serkêşên wê derbeyê Kenan Evren û Tehsîn Şahînkaya re xwestibû, herwiha biryara dadgeha bilind a destûra bingehîn a Tirkiyê derbarê doza Balyozê de bû. + +Dadgeha bilind a destûra bingehîn li Tirkiyê li ser serlêdana parêzerên 230 girtiyên doza Balyozê ku orgeneral Çetîn Dogan û parlamenterê MHPê Engîn Alan di nav de bû, birayara jinûve dadgehkirinê dabû û ew hemû doz jî weke yek dozî darezandibû û di birayara xwe de anî bû ziman ku mafên wan girtiyan hatibû binpêkirin. + +Dadgeha destûra bilind bi serokatiya Haşim Kiliç biryara xwe derbarê doza Balyozê bi kombûna 17 dengên dadweran dabû û li gor gelek hiqûqnasan wê êdî piraniya girtiyên wê dozê ji girtîgehan derkevin. Li gor ku dadgeh di biryara xwe de gotibû ew delîlên dijîtal û belgeyên hatibûn girtin dibe ku sextebin, îhtîmaleke mezine ku gelek girtiyên wê dozê azad bibin û yên din jî wê bi awayekî serbest bên dadgehkirin. + +Doza Balyozê li ser lêpirsîna serdozgeriya bajarê Stenbolê di 19ê hezîrana 2010an de ji aliyê dehemîn dadgeha giran a Stenbolê ve hat destpêkirin ku tê de dihat îdîakirin ku hin generalên artêşa Tirkiyê tev hin endamên hikûmetê xwestin li adara 2003an de hikûmeta serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi derbeyeke nîv leşkerî û sivîl bixînin. + +Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag biryara dadgeha destûra bingehîn a Tirkiyê derbarê doza Balyozê de nirixand û got ku ";ev biryareke xêrdare, ev biryar wê ji bo gelek dozên ku mafê girtiyan tê de hatiye binpêkirin re bibe sîwan û wê gelek doz jî di ronahiya vê biryarê de ji nûve bên darezandin";. + +Hiqûqnasên kurd dibêjin ku biryara dadgeha destûra bilind derbarê her dozekî de hemû dadgehên Tirkiyê girêdide û çawa biryara wê dadgehê parlamenterê CHPê Mistafa Balbay di 9ê kanûna 2013an de serbestkir û rê ji berdana her pênc parlamenterên BDPê vekir, wê ev biryara derbarê doza Balyozê de jî rê jinûve darezandina girtiyên doza KCKê vebike û bibe sedema berdana gelek girtiyên Kurd ku hejmara wan bi hezarane di zindanên Tirkiyê de. + +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê deriyê nazmediyê li ber wan kesan vekir ku dixwazin xwe ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê namzed bikin. + +Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya encûmena yasadanînê, di civîna îro li bajarê Amûdê de, encûmenê biryar da ku deriyê nazmediya ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê îro bê vekirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên bixwazin xwe namzed bikin dikarin daxwaza xwe pêşkêşî ";dadgeha destûrî ya bilind a kantona Cizîrê"; li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo bikin. + +Li gor biryara wê encûmena ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye avakirin, deriyê nazmediya ji bo posta hevserokê kantona Cizîrê wê heta 10 rojên din vekirî be. + +Encûmenê çend merc ji box namzediyê destnîşan kirin ku ";divê temenê wî kesî zêdetirî 35 salan be, hemwelatiyên Sûriyê bû û ji xelkê kantonê ve û ne mehkum be";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê şaredariya bajarê Mersînê Burhanedîn Kocamaz ku endamê Partiya Nijadperest (MHP) ye biryar da ku her salonekî yan xwaringeheke ku tê de staranên kurdî bên gotin an mûzîkê kurdî bê vêxistin, wê bê girtin. + +Namzedê BDPê yê hilbijartina şaredariya 30 adarê û rêveberê odeya pêşesaziya Mersînê Bedridîn Gundeş ji medyayê re ragihand ku di destpêkê de wan ev nûçe bawer nekirin lê piştî wan lêkolîn kirin derket ev biryar raste. + +Gundeş diyar kir ku bi rastî serokê şaredariyê stran û mûzîka kurdî li hemû salonên şahiyan, xwaringeh û deverên gelemperî qedexe kiriye. Gundeş got ";Ev tişt wê bibe sedema karvedanên curbicur û pir tund ji aliyê gelê Kurd li Mersînê";. + +Nêzîkî nîv milyon kurdên Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrsînê dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kudistanê bersiva Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê da û ragihand, mixabin haya alîkarê wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan ji çawaniya vexwendina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Îranê tine. +Emîr Ebdullahiyan, di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, ra ragihandibû ku Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber wê bo Îranê hatibû vexwendin da ku li ser hinek çalakiyên hinek komên terorîst li Herêma Kurdistanê daxuyanî bide Tehranê. +Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de li ser serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Barzanî ya Îranê ragihand, em wek fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihînin ku mixabin birêz alîkarê wezîrê derve yê komara îslamî ya Îranê, Emîr Ebdullahiyan ji şêweya vexwendina şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Îranê bêxeber bûye. +Di daxuyaniyê de fermangeha pêwendiyên derve behsa rewşa Herêma Kurdistanê dike û dibêje, rewşa Herêma Kurdistanê aram e û pêwîstî nake ku rayedarên Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyekê li ser vê mijarê bidin rayedarên îranî. +Di daxuyaniyê de li ser helwesta Herêma Kurdistanê li hember rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê jî wiha hatiye gotin: ";Li ser tevgerên rêxistina terorîstî ya DAIŞê jî helwesta hikûmeta herêmê eşkere ye û em wê rêxistinê wek rêxistinek terorîstî dibînin."; +Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, rojeva serdan û hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên îranî re rewş û kirîza siyasî ya Iraqê her wiha çawaniya parastina ewlehiya deverê û bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihandina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir. +Duh, 18.06.2014, serokwezîr, cîgirê wî û her 22 wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin. +Îro, 19.06.2014, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî peyamek arasteyî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û tê de hatiye: ";Pîrozbahî li we û hemû endamên kabîneya nû ya hikûmetê dikim bo bidestxistina baweriya endamên Parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina karê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê."; +Herwiha Barzanî di peyama xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, hêvî ji hikûmeta nû xwest ku ";Di vî erkê girîng de serkeftî bin û karînên xwe bixin xizmeta gel û welat de."; +Barzanî ji endamên kabîneya nû ya hikûmetê re amaje kir ku ";Niha welatê me di qonaxek nû de derbas dibe û erkê we jî girantir dibe"; herwiha daxwaz ji hemû aliyekî kir ku hevkar bin û di astê derbaskirina wî erkê neteweyî û nitşimanî yê mezin de bin ";Ku qonax ji me dixwaze."; +Ji aliyek din ve, Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: ";Pêwîsete bi yek tîm û canê hestkirin bi berpirsiyariyê beramber gel û nitşimanê me kar bikin."; +Barzanî balkişand jî ku di demekê de ku ev kabîne dê dirêjiyê bi karên kabîneya borî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bide pêwsîte ";Bi bernameyeke hevbeş gavan biavêjin bo bêtir pêşxistina welatê me û peydakirina jiyanek aram û serberz bo hemwelatiyan."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rêvebirya xweseriya demokratîk ji bo pêkanîna hevdîtinekê red kir. +Piştî ku ENKS daxwaza hevdîtinê ya rêvebirya xweserî ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatibû ragihandin, red kir, Meclîsa yasayî ya kantona Cezîrê daxuyaniyek belav kir. +Meclîsa Kantona Cizîrê dibêje, ji ber ku em dixwazin hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi taybet di mijara Amûdê de, ku pîlanek bû ji aliyên derve ve, û bi destên hinek kesan li hindir hat bicîkirin, û amadekariyên ku ENKS dike ji bo wê bûyerê istixlal bike, me xwest em hevdîtinekê bi Encumena Niştimanî re pêk bînin. +Meclîsa Kantona Cizîrê, di daxuyaniya xwe de hişyarî da Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji encamên derxistina xwepêşandanekê di roja salvegera Bûyera Amûdê de, û gotî çi encamên ji xwepêşandanê derkevin holê, tenê Encûmena Niştimanî Kurdî di ber de berpirsiyar e. + +Til Elo (Rûdaw)- piştî zêdeyî 9 salan, şêxê hoza Şemer li Rojavayê Kurdistanê, Himêdî Deham derket ser medyayê û red kir ku ew ji Rojavayê Kurdistanê derketibe, herwiha avakirina Hêza Rometê jî ragihand. +Li gor şêx Himêdî Deham ragihandiye, erkê wê hêzê parastina Hoza Şemer ye. +Di kongreyekî rojnamevanî de, Deham behsa têkiliyên xwe bi Kurdistanê re kir û got: ";Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re xurtirin ji têkiliyên me bi hikûmeta Malikî re, mameleya me ne li gel Malikî wek kesayetî ye lê em ligel posta wî têkiliyê pêr dikin, lê têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re xurtirin."; +Derbarê hejmara çekdarên Hêza Rometê de, Deham aşkere kir ku niha qasê wê hêzê 3 hezar leşkerin û ";Eger pêwîst kir dê ew hejmar bibe 30 hezar kes."; +Li ser têkiliyên siyasî jî, Şêxê Şemer diyar kir ku ti têkiliyên wan bi opozîsyona Sûriyê nînin. +Hoza Şemer yek ji mezintirîn hozên Erab ji Erbistana Siûdiyê dest pê dike û di Eraqê de derbas dibe, hijmara mezin li wêderêye ta ku dighê suriyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza hevdîtinê ya rêvebirya xweseriya demokratîk red kir û serkirdeyekî ENKS dibêje ku hê wan itîraf bi van rêveberiyan nekiriye dê çawa bi wan re hevdîtinê pêk bînin. +Serokê Şaxê ENKS li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Şiwêş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Hê ENKS ti biryar nedaye ku itîrafê bi Kantona Cezîrê yan rêvebriyên xweseriya demokratîk bike, em dê çawa ligel wan hevdîtinekê pêk bînin."; +Encûmena Kantona Cezîrê, ku di 21 Çileya sala 2014an de ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye ava kirin, di daxuyaniyekê de dibêje ";Ji ber ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi taybet di mijara Amûdê de, ku pilanek bû ji aliyên derve ve, û bi destên hinek kesan li hindir hat bicîkirin, û amadekariyên ku ENKS dike ji bo wê bûyerê ji xwe bikar bîne, me xwest em hevdîtinekê bi Encumena Niştimanî re pêk bînin."; +Şiwêş mixabiniya xwe anî ziman ji vê daxuyaniya Encûmena Kantona Cezîrê ku dibêje bûyerên Amûdê bi pilaneke derve bû û ragihand:";Amûdê cihê Kurdatiyê ye, koka Kurdatiyê ye û ev daxuyanî cihê mixabiniyê ye."; +Derbarê amadekariyên ENKS bo yekemîn salvegera bûyerên Amûdê de, Mihemed Derwîş wiha ragihand: ";Me birayr daye ku şeva 26ê mehê mûm an li ser cade û malên Amûdê vêxin, piştre em dê serdana malbatên şehîdan bikin û roja 27ê mehê emê merasîmekê li ser goristana şehîdên wê bûyerê lidar bixin."; +Di vê barê de Encûmena Kantona Cizîrê, di daxuyaniya xwe de hişyariyê dide ENKS ji encamên derxistina xwepêşandanekê di roja salvegera Bûyera Amûdê de. +Li ser pirsa wergirtina moletê bo encamdana xwepêşandan û mersaîman ji aliyê mENKS ve, ku asayişa PYD nahêle aliyên Kurd bêy wergirtina moletê ji wan merasîmên giştî bikin, Serokê Şaxa ENKD li Amûdê wiha got: ";Çawa emê moletê ji kantonê werbigirin bo encamdana xwepêşandekê û em itîrfaê bi wê kantonê nakin."; +Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. + +Mûsil (Rûdaw) – Li bajarê Mûsilê, komek çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê êrişî tîmeke hêzên Pêşmerge kirin ku di encamê de efserekî pêşmerge jiyana xwe ji dest da. + +Fermandeyê hêza 3 li tabûra 12 a hêzên Pêşmerge, Ebdulselam Sûrçî ji Rûdawê re got, em îşev mijûlî çêkirina çeperên xwe bûn li taxa Tehrîrê ya Mûsilê, komek çekdarên DAIŞê êrişî me kirin û me jî bersiva da. + +Ebdulselam, da zanîn, di wî şerî de efserekî pêşmerge jiyana xwe ji dest da lê ti kesekî din zirar nedît. + +Li ser kuştî û birîndarên DAIŞê jî wî rayedarê pêşmerge got, em nizanin ka çiqas zirar li wan ketiye ji ber ku heta niha jî şer didome. +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, kirîza niha ya Iraqê tenê bi şêwaza leşkerî nayê çareserkirin. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro danê êvarê, li devera Selahedîn a Hewlêrê bi Serokê Hevpeymaniya Muttehîdûn a Iraqê Osame Nucêfî re rûnişt. + +Li gorî nûçeyê, di civînê de Barzanî û Nucêfî li ser rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha kirîza niha ya Iraqê gotûbêj kirin. + +Hat zanîn ku Barzanî û Nucêfî li ser wê yekê hevnêrîn bûne ku divê hemû pirsgirêkên Iraqê bi şêwazê siyasî bên çareserkirin û hemû hêz û aliyek ji bo nehîştina terorê hevkar bin. + +Serokê Herêma Kurdistanê têkez kiriye ku divê daxwaziyên rewa yên xelkê sunnî bi çalakiyên terorîstî re ji hev bên cihêkirin û wiha gotiye: ";Herêma Kurdistanê amade ye bi birayên şîe û sunnî re li dijî terorîstan şer bike lê ti carî nakeve nav şerê mezhebî."; + +Mesûd Barzanî her wiha destnîşan kiriye ku kirîza Iraqê tenê bi rêbazên leşkerî çareser nabe ji ber wê jî divê sedemên derketina kirîzê bên rakirin û proseya siyasî ya Iraqê were sererastkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê hevserokê Partiya Deomkratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder ragihand ku eger karên pêşveçûna proseya aşitiyê bi vî awayê niha bidom ";Dê sala bê Ocalan li Amedê be û silavê li we bike."; +Sirri Sureya Onder di hevdîtinekê de ligele hejmarek ji xlekê li bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê got: ";Ev cara dawî ey ez silavên Ocalan dighînim we, li pêş hemûyan jî jin û xort ku dest dan hewlên serxistinê, prose digihe aşitiyê."; +Alîkarê hevserokê HDP got jî ku Ocalan azadiyê ji bo xwe naxwaze û amaje bi gotineke Ocalan da ku di serdana dawî de ji şanda HDP re gotibû:"; Yan em hemû bihev re azad dibin yan bihev re dîlin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Pizîşkên welatê Polonya û pizîşkên Kurd ên li Ewropayê dimînin serdana Herêma Kurdistanê dikin û alîkariya pêzîşkî pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin. +Biryara di meha bê de hejmarek ji pizîşkên Kurd ên li Ewropa dimînin bi hevkariya rêxitsinba KOMSA û hejmarek pizîşkên Polonya serdana Herêma Kurdistanê bikin, bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyên pizîşkî û çareseriya nexweşiyan li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê. +Herwiha ev kampaniya han dê bi hemahengî ligel Nûeratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya be. +Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya, Ziyad Reûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ev tîma pizîşkî baştirîn xizmetguzarî pêşkêş dike û dê dermanên gelek baş ligel xwe bînin bo xizmetkirina bariyên me yên Rojavayê Kurdistanê."; +Li gor amarên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha nêzîk 250 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê navên xwe li cem nivîsgeha Komisyona Bilind a Panaberan (UNHCR) tomar kirine, ku piraniya wan li kampên li derdora Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dimînin, herwiha hejmarek ji wan jî li bajarên Herêma Kurdistanê dişînin. + +Bexda (Rûdaw)- 232 xwendekarên Kurd ên li bajarê Bexdayê bi riya balafirekê vegeriyan Herêma Kurdistanê. +Nivîsgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexadyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 232 xwendekarên Kurd ên ku li Bexdayê dixwendin bi riya balkafireke taybet gihan balafirxaneya Silêmaniyên. +Nivîsgehê diyar kir jî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî xerciya hatina wan xwendekarên Kurd da. +Nivîsgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexadyê aşkere jî kir ku ew xwendekarên ku mayîne dê roja Yekşema bê bo Kurdistanê werin veguhestin. + +Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyek ku bi cezayê mirinê hatibû mehkûmkirin piştî ku kirîza dil derbas kir û can da, hat bidarvekirin. + +Li gorî agahiyên çalakvanên mafên mirov li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, çend roj berê 12 girtiyên zîndana bajarê Ormiyê bo hucreyên takekesî hatibûn veguhestin ku 10 ji wan hatibûn bidarvekirin. + +Li gorî agahiyan, duh jî girtiyê bi navê Neqd Elî Recayî hat îdamkirin. + +Lê hat zanîn ku ew girtî beriya ku here ser darê kirîza dil (dilkutk) derbas kiriye û can daye lê dîsa hatiye bidarvekirin. + +Ew girtiyên ku di nav çend rojên borî de li girtîgeha navendî ya Ormiyê hatibûn bidarvekirin, bi tohmeta bazirganîkirina bi madeyên hişber hatibûn girtin û darizandin. + +Lê aliyên opozîsyon ên Îranê dibêjin, gellek caran komara îslamî ya Îranê girtiyên siyasî jî di bin navê madeyên hişber li darê dixe. + +Îran, di warê bidarvekirina mirovan de di cîhanê de welatê duyemîn e, Çîn di rêza yekem a cîhanê de tê. + +Kobanî (Rûdaw) – Ji tirsa revandin û girtina xwendekaran ji aliyê çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê ve, xwendekarên kurd ên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Helebê ezmûnên xwe xilas kirine bi ser Tiriyê re derbasî Kobanî dibin. +Heyva Sor ya Sûrî hewl dide ku xwendekarên bekaloriya yên ji herêma Kobanîku ezmûnên xwe li bajarê Helebê bidawî kiribûn, di rêya Tirkiyê re derbasî herêma Kobanî bike. +Li gorî ku berpirsê navenda Heyva Sor li herêma Kobanî, Mehmûd Şamliyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku bi erêkirina hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên artêşa azad, Heyva Sor ya Sûrî duh (19ê Hezîranê) derdora 180 xwendekarên Kobanî yên qonaxa bekaloriyayê bi silametî ji bajarê Helebê gihandine deriyê Kilisê yê sînorî li herêma Ezazê, û ji duh de ew xwendekar di navbera welatên Sûriyê û Tirkiyê de li benda erêkirina hikûmeta Tirkiyê ne, da derbasî Kobanî bibin. +Berpirsê Heyva Sor li herêma Kobanî her wiha ji Rûdawê re got, ku ji aliyê welatê Tirkiyê ve, waliyê sînor yê parêzgeha Dîlokê û Heyva Sor ya Tirkî jî alîkariya wan dikin, da ku ew bikaribin xwendekarên Kobanî derbasî welatê Tirkiyê bikin, û di pişt re di deriyê Kobanî yê sînorî re, xwendekaran ji Tirkiyê derbasî herêma Kobanî bikin. +Piştî ku derdora zêdetirî 100 xwendekarên pola 9an yên ji herêma Kobanî ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ve li ser riya Helebê û li nêzîkî bajarê Munbicê, di roja 29 Gulana borî de hatibûn girtin, ku ta vê demê jî ew girtî ne, û ji ber metirsiya ji girtina xwendekarên bekaloriya jî, Heyva Sor ya Sûrî xwendekarên Kobanî bi ser Tirkiyê re derbas dike. + + + +Kerkûk (Rûdaw) – Hat zanîn, li başûrê Kerkûkê û li devera Nadirawa şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de qewimiye û heta niha jî didome. +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwer Hacî Osman ji Rûdawê re got, ew niha li devera Nadirawa ya parêzgeha Kerkûkê bi çekdarên rêxistina DAIŞê re di şer de ne. +Enwer Hacî Osman, da zanîn ku îro danê sibê çekdarên DAIŞê li ser nanxwarinê êrişî hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn lewma wan jî wek tolvekirina wan pêşmergeyan bersiva wê êrişa DAIŞê didin. +Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn, ku bixwe li eniya şer e ragihand, ew şer bi fermandehiya Enwer Hacî Osman tê kirin. +Devera Nadirawa 70 km dûrî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye. +Heta niha nayê zanîn ka kuştî û birîndarên DAIŞê çiqas in… + + +Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî êrişên vê dawiyê yên çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê li dijî parêzgeha Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê, hejmara penaberan li Herêma Kurdistanê derket milyonekî. + +Hejmara nifûsa Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar e û tê destnîşankirin ku li herêmên ku penaber lê hene, ji6 kesan yek penaber e. Penaber bi gelemperî xwe dispêrin bajarênHewlêr, Silêmanî û Dihokê. + +Rêveberê Koç û Penaberanyê Herêma Kurdistanê Şukrî Barzanî ji AAyê re got: "Beriya êrişên DAIŞê yên li ser Mûsilê li gor tesbitên me li Kurdistanê ji Sûriyê 226 hezar, ji Îranê 30 hezar, ji Tirkiyê jî 12 hezar kes hebûn. Bi kesên ku ji herêmên sunnî yên Iraqê hatin ev hejmar bû 755 hezar. Piştî bûyerên li Mûsilê 300 hezar kes hatin û ev hejmar zêde bû û jimilyonekîderbas bû." + +Piştî koçkirinên ji Iraqê hejmara penaberên ku xwe dispêrin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê balê dikşîne. + +Hin penaber xwe davêjin otêlên nebaş û diodeyên 11 metreyî de 20 kes dimînin. Di dema revê de penaber di bin qileqijê de dimeşin û xwe dispêrin bajarên Kurdistanê. + +Huseyîn Silêman ê ku 4 zarokên wî hene û piştî ku DAIŞê Mûsildagir kir ji gundê Mahlabê yê turkmenan reviya û xwe sipart Hewlêrê. Silêman got: "Em di odeyeke otêlê de 15 kes dimînin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de şer biqede." + +Silêman destnîşan kir ku di dema revê de zarokên wî nexweş ketine û wiha axivî: "Keça min a piçûk ji ber qileqijê neştergerî jê re hat kirin û tim vedireşe. Serom danê û bijîşk dibêjin gerek li cihê hênik bimîne. Em şîvar û şerpeze ne. Em di şert û mercên dijwan de dijîn. Em ji siyaseta mezhebperest a hikûmeta Bexdayê aciz in. Em dixwazin wek kurdan bibin xwediyê rêvebireyeke federatîf." + +Berdevkê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) Adrîan Edwards di civîna çapemeniyê ya Cenewreyê ya NYê de destnîşan kiribû ku li Iraqê di serê salê de 500 hezar kesî ji Enbarê, 500 hezar kesî jî piştî ku milîtanên DAIŞê Mûsil bi dest xistin, koç kirin. + +BerdevkaOfîsa Cenewreyê ya NYê Corînne Momal-Vanîanê jî gotibû ku ji meşandina karên ewlehiyê hin personelên NYê cî guherandine û qismek personel jî li Hewlêrê rewşê rojane dişopînin. + +Berdevka Bernameya Xurekê ya Dinyayê(WFP) Elîsabeth Byrsê jî ragihandibû ku ofîsa xwe ya li Hewlêrê berfireh kirine. Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Fadela Chaîbê jî destnîşan kiribû ku li Kurdistanê ji ber ku hikûmeta navnedî alîkariya derman û aşiyan birîbû, piştgirî xwestine û di vê çarçoveyê de ji bo hin navnedên tendurietiyê yên li Dihok û Hewlêrê alîkariya melzemeyên tenduristiyê dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Iraqê û berdevkê berê yê Hevpeymaniya Kurdistanî, Mueyed Teyîb ji Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê xwest, dest bi avakirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin. +Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb, ji Rûdawê re got, li gorî min girîngtirîn erka parlamento û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistatnê pêkanîna komîsyoneke hilbijartinan e li Herêma Kurdistanê, çimkî ev komîsyon gellekî girîng û pêwîst e. + +Mueyed Teyîb, diyar kir, ji ber ku niha hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê yekdeng in, jixwe ev yekdengî beriya niha tinebû. +Wî siyasetmedarê kurd her wiha ragihand, li gorî destûra Iraqê Herêma Kurdistanê dikare komîsyoneke hilbijartinan ava bike çimkî hikûmet û parlamentoya wê jî heye. +Herêma Kurdistanê heta niha jî bi Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kar dike. + +VT-19062014-Doza 12 Ilon-Ankara-BOX +Li tirkiyê yekemîn car, derbeyek leşkerî ji aliyê dadgehê ve hate mehkum kirin, serokomarê heftemîn yê tirkiyê Kenan evren û efserê leşkerî yê wê serdemê Elî Tehsîn Şahîhkaya ji ber derbayê rastî cezayê hetahetayî hatin. Hiqûqnas dibêjin her du berpirsên darbeyê, ji ber suçên ku li dijî dewletê hatine kirin ceza girtin, ji bo çareser kirina mexduriyetan divê hikumet jî tiştekî bike. +VT- Di encama danişîna doza zerbeya leşkerî ya 12ê îlonê, ji aliyê dadgeha dehemîn ya cezayê giran li Enqere, jibo serokomarê tirkiyê yê berê Kenan Ewren û efserê payebilind yê wê demê Elî Tehsîn Şahînkaya cezayê zindanê yê ebedî hatibû dan. Di biryarê de, dadwer bi hegere " li dijî peywirdarên dewletê pêk înana sûçê " di derbarê her du tohbetbaran de cezayê mûebet tekît kir.parêz û hiquqnas biryara dadgehê girîng dibînin lê bawerî ew e ku ev biryare mexduriyetên malbata çareser nake. ¤WA0 4824 +SB- Tahir Elçî - Parêzer¤WA1 4800 +Biryareke muhîm û dîrokî ye . cara yekemîne di dîroka tirkiyê de faîl û berpirsên darbeyê hatin darizandin û hatin ceza kirin, yanî belê du kes tenê hatin ceza kirin, bes yanî ji aliyê sembolîk ve ev gavek muhîm bû. Rast e ne bes e. girînge berpirsên yanî şirîkên wan yên wan suçên giran hemû bên darizandin, hemû bên mehkum kirin, hemû bên ceza kirin +VT- Hemû alî li ser wê yekê yek dengin ku Kenan ewren û elî tahsîn şahînkaya nakevin girtîgehê , Şarezayên vê mijarê ji hikumetê daxwaz dikin ku li parlementoyê ji bo çareseriya mexduriyetan yasayek bê derxistin û doza 12ê îlonê tenê bi biryara dadwer nehê girtin.¤WA2 4840 4808 +SB- Yusuf Alataş - Hiquqnas +Biryar her çend erênî be jî ji bo malbatan divê tiştek bê kirin. ji xwe ew kes nahên girtin wê demê çi wateya wê biryarê nîne. Divê hikumet jî gorî vê biryarê gavên bi avêj. Niha ew kesên ku wê demê destura bingehîn çêkirine tên ceza kirin, lê bi vê desturê jî kar dikin ev çewtiyeke gellek mezin e. +VT- Malbatên mexduran her çend bi vê biryarê keyfxweş bûn lê dibêjin adelet ne tiştekî wisa ye ku li ser kaxezan pêjk were + + + + +Kobanî (Rûdaw) - Piştî vekşandina hêzên artêşa azad a Sûriyê ji derdora bajarokê Şiyûx, ev 2 roj e ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bi hawnanan gundên Boraz û Degirman li ber çemê Ferat li rojavayê herêma Kobanî bombebaran dike. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, duh li gundên ber çemê Ferat, 2 welatiyên kurd ji gundê Boraz û 2 şervanên YPGê di encama topên hawanê yên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, û 3 welatî jî birîndar bibûn. + +Ji hefteya borî ve, hêzên artêşa azad êrîşî çekdarên DAIŞê li bajarokê Şiyûxê Jêrîn li rojavayê herêma Kobanî kiribûn, û di destpêka şer de hinekî DAIŞ bi paş ve vekşiyabû, lê piştî rojekê dîsa DAIŞê êrîş kiribû û hêzên artêşa azad neçar man ji şerê li bajarokê Şiyûx vekişin, û ev bû 2 rojin ku tenê YPGê şer li dijî DAIŞê li wan gundan berdewam dike. + +Jibilî qurbanî û birîndaran, welatiyên gundên ber çemê Ferat ji gundên xwe bi aliyê bajarê Kobanî ve koçber dibin, û ziyanên madî digihin çandinî û berjewendiyên wan. + +Kerkûk (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Enwer Hacî Osman ragihand, di şerê îro yê Kerkûkê de tenê hinek pêşmerge birîndar bûne û ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman, ku niha li başûrê Kerkûkê û fermandehiya hêzeke Pêşmerge dike ji Rûdawê re ragihand, di êrişa îro danê sibê ya çekdarên rêxistina DAIŞê de li dijî hêzên Pêşmerge tenê 4 pêşmerge birîndar bûn û ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye. + +Enwer Hacî Osman, her wiha anî ziman ku ji ber wê jî wan bersiva wê êrişê dan. + +Beriya niha peyamnêrê Rûdawê ji zarê Enwer Hacî Osman ragihandibû ku di êrişa îro danê sibê ya DAIŞê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne. + + +Dêrsim (Rûdaw) – Li derdora bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK û rêxistina çepgir a bi navê TÎKKOyê de şer derket. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên artêşa Tirkiyê duh bi şev li çiyayên derdora navçeyên Hozat û Ovacikê yên Dêrsimê li dijî gerîlayên PKKê û çekdarên rêxistina çep a TÎKKOyê dest bi operasyonê kirin. + +Ji ber vê yekê, di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKK û TÎKKOyê de şer û pevçûn derket. + +Piştî derketina şer helîkopterên şer ên artêşa Tirkiyê rê û cihên ku gerîlayên PKK û TÎKKO tê re derbas dibûn dan ber bombeyan. + +Lê hat gotin di şerê han de ti kuştî û birîndarek ji her du aliyan çênebûye. + +Ligel berdewambûna agirbesta navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, di heyama 1-2 mehên borî de çend caran şer û pevçûnên biçûk di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKKê de çêbûye lê heta niha ti kes di van şeran de jiyana xwe ji dest nedaye. + + +Kobanî (Rûdaw)- Xwendekarên Kurd ên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Helebê ezmûnên xwe xilas kiribûn û ji tirsa çekdarên DAÎŞê derbasî Tirkiyê bûbûn, duh êvarê ji Tirkiyê derbasî Kobanî bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh êvarê xwendekarên bekaloriya yên Kobanî bi alîkariya Heyva Sor a Sûriyê û Tirkiyê ji bajarê Helebê di rêya Tirkiyê re derbasî herêma Kobanî bûbûn û gihiştin malên xwe. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku 152 xwendekar û 24 kes ji xwediyên wan, ango 176 kes ji bajarê Helebê di rêya deriyê Kilis ê sînorî re ji herêma Ezazê derbasî Tirkiyê bibûn û duh derdora saet 9:30 êvarê di deriyê sînorî re derbasî herêma Kobanî bûn. + +Ji tirsa girtina xwendekaran li ser rêya di navbera Heleb û Kobanî de ji aliyê DAÎŞê ve, Heyva Sor a Sûriyê ew xwendekar derbasî Tirkiyê kiribû û piştî 2 rojan bi rê de, xwendekarên bekaloriya bi selametî gihiştin xwediyên xwe li herêma Kobanî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Jineke ducanî ku xwendekara peymangeha hunerên ciwan bû di mala xwe de xeniqî hate dîtin. Rêveberiya nehiştina tundiya dijî jinan li Hewlêrê dibêje ";Derketiye ku wê xwe xeniqandiye"; lê xizmên wê dibêjin ";Gumana me heye ku hatibe xeniqandin, ji ber ew li dijî xwekuştinê bû, digot ez dê herim kolêcê, nabe wiha dawî li jiyana xwe û zaroka xwe bîne";. + +Roja 28.05.2014 li taxa Fermanberan a Hewlêrê jinek bi navê Perîşa Faruq Îsmaîl (20) daliqandî hate dîtin. Xizmên wê jinê bi guman in, lewra polîs kesek girtiye bi navê H.S. ku mêrê wê jinê ye. + +Perîşa xwendekara qonaxa dawî ya peymangeha hunerên ciwan a Hewlêrê bû li beşa şêwekariyê û berî 8 mehan mêr kiribû. Dema xwe kuştiye ducanî bû û zikê wê 5 mehî bû. + +Yek ji kesên nêzîkî Perîşa ku nexwest navê wê bê belavkirin, ji Rûdawê re got ";Perîşa bi xortekî re zewicî ku hevalê wê yê xwendinê bû, di eynî katê de polîs bû. Perîşa razî bû pê re bizewice, lê xizmên wê bi hêsanî razî nedibûn. Wî xortî gellek kes şandin daxwaza wê heta dê û bavê Perîşayê razî kirin";. + +Li gor gotina wê kesê, yekem kêşeya diyar a di navbera wê jinê û mêrê wê de, di dema ahenga derçûna peymangeha wan de bû: ";Biraderekî Perîşa nameyeke mobaylê jê re şand, di dema wênegirtinê de jê re gotibû: Tu li ku yî? Mêrê wê gava ev dît, li pêş çavê hemû xwendekaran mobayl ji Perîşa stand. Ew bûyer berî xeniqandina Perîşa bi mehekê qewimî";. + +Li gor gotina wê kesê, Perîşa gotibû kêşeya wan li ser mobaylê ne ewqasî mezin e: ";Me got em dê kêşeyê çareser bikin, got ti kêşeya me nîne, ew mobaylê dide min, kengî sar bû dê razî bibe. Bavê wê bi niyet bû wê neşîne ba mêrê wê, ji ber gotibû madem mobayl jê standiye niyeta wî mêrê xirab e. Lê Perîşa gotibû ez jê hez dikim û dê herim ba wî. Heta roja berî xwekuştinê nedabûyê. Perîşa bi mobayla xizmên mêrê xwe telefona dê û bavê xwe dikir. Wê şeva ku xwe kuşt, telefon kir û li halê diya xwe pirsî";. + +Ew kêşe berdewam bû heta Perîşa di mala xwe de xeniqandî hate dîtin. Polîsên Hewlêrê hêj zû belav kirin ku Perîşa xwe li mala xwe kuştiye. Dû re jî mêrê wê girtin. + +Xizma Perîşa got ";Kes ji me li wir nebû û em nizanin bûyer çawa bûye. Ew û mêrê xwe tenê li wir bûn. Termê wê li nexweşxanê bû gava telefon kirin. Bavê Perîşa ji qehra rastî kirîza dil hat û diya wê nexweş ket";. + +";Perîşa li dijî xwekuştinê bû"; + +Rêvebera nehiştina tundiya dijî jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdilqadir ji Rûdawê re got: ";Lêkolîn li ser bûyerê dewam dike, lê raporta bijîşkiya dadwerî hatiye û derket ku wê xwe kuştiye. Lê belê xizmên wê dibêjin ew hatiye kuştin. Me daxwaz ji malbata wê kir ger belgeyên wan hebin bila teqez bikin ku mêrê wê ew kuştiye. Ew dibêjin dema ew şûştin laşê wê şîn bûbû";. + +Jîlemo herwiha got ";Dikarin dozê vekin û şahidan bînin. Em dikarin wê careke din ji gorê derxin û lêkolînê bikin";. + +Perîşa yek bû ji du xwendekarên zîrek ên sinifa xwe, xizma wan digot: ";Yeke ku bernamê deyne here kolêcê û otomobîlê bikre û zarokan bîne, dê çawa here xwe bikuje gelo? Baş e çawa dikare xwe bikuje di demekê de ku ducanî bûye. Bi nêrîna me ew hatiye kuştin";. + +Kesûkarên Perîşa bawer nakin wê xwe kuştibe: ";Perîşa di her tiştî de hunermend bû, zelate bi dekoran dirust dikir û digot em hunermend in, divê jiyana me cihê be. Perîşa behsa jinekê dikir, ku xwe berî çend salan şewitandibû, digot wê jinê çi bi dest xist? Xwe kuşt û zaroka xwe jî sêwî kir. Kezeba dê û bavê xwe şewitand. Baş e miroveke ku weha bifikire dê rabe û here xwe daleqîne?"; Xizma Perîşa weha dibêje. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi yek mirovî bi ser nakeve. + +Kiliçdaroglu derbarê pêavajoya aştiyê de rexneyên tund li serokwezîr Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kirin û got ku ";Erdogan dibêje `ji min re bihêlin ezê çareser bikim`, lê bû 12 sal tenê peran kom dikin";. + +Kiliçdaroglu roja 20ê hezîranê li navenda lêkolînê ya Dicleyê li Amedê axifî û got ku ";wî derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de gelek pêşinyar kiribûn, lê bi ya wî nekirin";. Herwiha tekez kir ku pêwîste zemîneke qanûnî ji pêvajoyê re çêbibe. + +Kemal Kiliçdaroglu got ";Pêwîste dosyayayên kujerên nediyar û kesên li girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dane bilez bên çareserkirin, benda hilbijartinê dakeve, gelê kurd di serî de mafên hemû gelan bên dayn û pirsgirêkên wan çareser bibin";. + +Serokê CHPê herwiha got ";CHPê ya niha ne heman CHPê ya salên 1930 û çil e, cîhan hat guhertin, ew jî hatin guhartin, lê heta niha gelê Kurd ew fêm nekirine, em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dixebitin, lê hemû deng jî diçin ji partiya AKPê re";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirgeha navdewletî ya Qamişlo ku nêzîkî 5 km li başûrê bajarê Qamişlo dikeve, rastî êrîşa bi rokêtan hat. + +Çavkaniyekê ji nava balafirgeha Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora saet 8ê êvarê du rokêt li balafirgehê ketin. + +Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku yek ji wan rokêtan li ser rêya firîna balfiran li nav balafirgehê ketiye. + +Li gor çavkaniyê, rokêta ku ji curê Grad bû, çavkaniya wê nediyar bû lê ew ji devereke nêzî balafirgehê hatibû avêtin. + +Bi gotina çavkaniyê, di encama ketina rokêtê de rêya firînê têkçûye û ji ber vê yekê duh ti balafir ji Qamişlo nefiriyane û wê nafirin heta ku rê bê çakkirin. + +Her li gor heman çavkaniyê, hêzên rejîma Sûriyê ji nava balafirgehê bersiva rokêtan bi topbraneke himbiz dabûn, lê ji ber ku çavkaniya rokêtan nediyar bû, topbaran ku heta saet 11ê şevê berdewam kiribû bi hemerekî dihat kirin. + +Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Qamişlo diyar kir ku rokêta din li nêzîk ";peymangeha mezopotamiya"; ku ji aliyê hêzên YPGê ve tê bikaranîn, ketibû. + +Nûçegihanê Rûdawê herwiha da zanîn ku di encama ketina rokêtê, du mal li taxa Hilêliyê li Rojavayê bajêr têkçûne bêy ku ti ziyanên giyanî hebin, lê hejmarek ji xelkê taxê malên xwe bicî hiştine. + +پشتی کو پێتر ژ حەفتیەکێ ب سەدەما ئالۆزیێن هندەک ناڤچەیێن ئیراقێ بەشەک ژ خوەندەکارێن کورد ل بەغدایێ ئاسێ مابوون، د رێیا بالافڕخانەیا سلێمانیێ دە گهیشتن هەرێما کوردستانێ. +رێڤەبەرێ ئۆفیسا رێڤەبەریا حکومەتا هەرێما کوردستانێ ل بەغدا راگهاند، ل سەر ئەرکێ نێچیرڤان بارزانی، سەرۆکێ حکومەتا هەرێما کوردستانێ بالافڕەک هات بەرهەڤکرن بۆ ڤەگوهەستنا خوەدەکارێن کورد ل بەغدا و ٢٣٢ خوەندەکار ڤەگوهەستن باکافڕخانەیا سلێمانیێ. خوەندەکارێن کو نها ل بەغدایێ ژی مانە، بیارە سبێ یەکشەمێ بگەهن هەرێما کوردستانێ. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kurdistan û Amerîka derbarê rewşa niha ya Iraqê de tekîd dikin ku divê ew di rêya siyasî re bê çareserkirin. + +Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Amerîka li Iraqê Robert S. Beecroft kir û di hevdîtinekê de rewşa niha ya Iraqê, bi taybet piştî kontrolkirina çend navçeyan ji aliyê DAÎŞê ve gotûbêj kirin. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê tekîd kirin ku pirsgirêkên niha yên Iraqê di encama siyaset û awayê birêvebirina proseya siyasî li Iraqê de derketine holê. + +Her du aliyan herwiha gotin ku ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêkan di pileya yekem de divê çareseriya siyasî be û diyar kirin ku operasyonên leşkerî û rûbirbûna çekdaran bi tenê nikare pirsgirêkan çareser bike. + +Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de got ku ji bo vegerandina aramiyê li Iraqê divê hizr li çareseriya aştiyane ya siyasî bê kirin û rewşek li Iraqê çêbibe ku hemû pêkhateyên civaka Iraqê bi hevbeşiya rasteqîne di desthilat û proseya siyasî bihisin. + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamekî polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dike ku ti pilaneke hebe ku hêzên fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê li navçeya Qelaçolan a Silêmaniyê car din bên rêkxistin. + +Berî niha hat îdîakirin ku hêzên fîrqeya 12 a artêşa Iraqê bi fermana wezîrê bergiriyê yê Iraqê dê li navçeya Qelaçolanê ji nû ve bên rêkxistin da ku car din vegerin Kerkûkê. + +Endamê polîtbîroya YNKê Aso Mamend ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Artêşa Iraqê kolêceke wan a leşkerî li Qelaçolanê heye, lê min nebihîstiye ku ew dixwazin hêzên fîrqeya 12 li wir organ bikin";. + +Mamend herwiha got ";Tiştê ku haya min jê heye ti pilanek ji bo dubare rêkxistina artêşa Iraqê li Qelaçolanê tine ye û ew nûçe jî ji rastiyê dûr e";. + +Fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê di sala 2007an de hat dazmezirandin û girêdayî Fermandariya Operasyonên Dîcle ye. Ew fîrqe berî bûyerên bajarê Mûsilê li Navenda Keywan a leşkerî li Kerkûkê bi cî dibûn. + +Li gor çavkaniyên leşkerî, hejmara leşkerên wê fîrqeyê 18 hezar leşker in, lê piştî hêzên pêşmerge bajarê Kerkûk kontrol kir, ew leşker ji Kerkûkê kişiyan. + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê ji bo bidawî hatina sala perwerdeyê ya 2013-2014'an li Zanîngeha Artûqlûyê bernameyeke şahiyê hate li dar xistin. Di şahiyê de malbatên xwendevanan akademîsyen û siyasetmedar jî amadebûn. +Li Zanîngeha Artûqlûyê Beşa Mastera Bêtez a Çand û Zimanê Kurdî bi meraîmeke rengîn xwendevanên xwe bi Mamostetiya Kurdî xelat kir. Di merasîmê de hûnermend û siyasetmedarên kurd jî bextewariya xwendevanan parve kir. +Merasîm bi axaftina beşdaran despê kir û di axaftinan de bi tevahî xwedî lê derketina zimanê kurdî mijara sereke bû. +Di şahiyê de şandeyeke Herêma Kurdistanê ku ji siyasetmedar û akademîsyenanpêk tê jî ji bo pîrozkirinê cihê xwe girtibû. Sîyasetmedar û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê jî anîn ziman ku bi vê roja teybet û girîng ew pirr keyfxweşin. +Xwendevanên Çand û Zimanê Kurdî jî ev roj wek xewnekê dîtin û di wê baweriyê de ne ku xewna gelek pêşengên kurdan jî pêk hat. +Beşa Mastera Bêtez a Çand û Zimanê Kurdî di sala xwe ya dûyemîn de 5oo xwendevan perwerde kir û êdî ew amade ne k udi dibistanên fermî de perwerdeya zimanê kurdî bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- 84 sal berê yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da. +*Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayil Axa ye. +*Sala 1887an Simko li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikanên Evdoyi ne. +*Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Urmiye ji xwe re ava kiribûn. +*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da riya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike. +*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. +*Ji Rûsiyan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike. +*Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû. +*Hejmara çekdarên wî carna gihiştiye 20 hezar kesan. +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. +*Serhildana Simkoyê Şikak nêzî 25 salan dom kir. +*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be. +*Ji şerên mezinên wî şerê Urmiye, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. +*Dema ku Ermeniyan xwest Urmiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin. +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. +*Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê de, Simko û 1000 çekdarên xwe derbazî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin. +*Sala 1925`an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şay çû serdana wî. +*Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şa kir. +*Piştî ku Şa vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje. +*Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi terajediya ku Riza Şa jê re pilan kir, hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Ragihandina Azad ku xwe wek berpisyara karê rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê dide naskirin, got ku girtina radyoya ";Arta FM"; li bajarê Kobanî li dijî azadiya rojnamevaniyê ye. + +Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew radyo bi ruxset û destûra yekîtiya wan weşana xwe li Kobanî û çend bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku yekîtiyê ";çend caran têkilî bi serokatiya rêveberiya xweseriyê li Kobanî û serokê desteya navxwe re daniye, lê ne gihiştine ti encamekê ji bo ku weşana radyoyê car din destpêbike";. + +Yekîtiyê got ku ";rawestandina weşana Arta FM li Kobanî xizmeta demokrasiyê nake û li dijî azadiya rojnamevaniyê û azadiya raderbirînê ye";. Herwiha ji rêveberiya Kobanî xwest ku rê li ber dubare destpêkirina weşana radyoyê negire. + +Rêveberên wê radyoyê ragihandin ku roja 3ê hezîranê weşanda radyoya wan bi biryar desteya navxwe hatiye rawestandin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel Balyozê Amerîka li Iraqê de ragihand, divê hemû gelên Iraqê hest bikin ku ";şirîkên rastî"; yên desthilat û siyaseta welat in. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Amerîka yê Bexdayê Robert Stîvin Bîkroft rûnişt û li ser pêşhat û bûyerên vê dawiyê yên Iraqê kirin. + +Li gorî nûçeyê, Barzanî û Bîkroft li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku arîşe û pirsgirêkên îro yên Iraqê ji encama siyaset û çawaniya birêvebirina welat derketine holê lewma çareserkirina wan pirsgirêkan tenê bi rêbazên leşkerî nayê kirin û divê bi rê û rêbazên siyasî bên çareserkirin. + +Her wiha hat gotin ku Serokwezîr Barzanî gotiye, divê bi rê û şêwazên aştiyane û siyasî alozî û kirîza niha ya Iraqê were çareserkirin her wiha divê atmosferek wisa li Iraqê were çêkirin ku hemû gelên Iraqê hest bikin şirîkên rastî yên desthilat û siyaseta welêt in û nabe ti alî û pêkhateyek xwe li derveyî vê yekê bibîne. + +Di nûçeyê de hat gotin ku Barzanî û Balyozê Amerîka yê Bexdayê li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hemû aliyan ji bona dîtina çareseriyeke baş ji kirîza Iraqê re têkez kirine. + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li gumrika deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de û li aliyê Îranê, 30 kes bi tohmeta gendeliyê hatin girtin. + +Li gorî çavkaniyên herêmî yên Kirmaşanê, li gumrika deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê navbera parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de komek karmend û berpirsên gumrikê bi tohmeta gendeliyê hatine girtin. + +Li gorî agahiyan, ew kesên han bi dizîna petrol û sotemeniyê û wergirtina bertîlê tên tohmetbarkirin û hejmara wan jî derdora 30 kesî ye. + +Hat zanîn, berpirsekî gumrika Perwîzxanê jî ji ber vê yekê dest ji karê xwe berdaye. + +Tê gotin, tohmetbarên han bi qaçaxî nefta reş û mazot firotine her wiha destê wan bi sê şîrketên petrol û mazotê yên Herêma Kurdistanê re jî heye. + +Hatiye îdiakirin ku ew şîrketên Herêma Kurdistanê bi qaçaxî neft û petrolê dişînin Efxanistan û welatên din û dema tankerên petrolê ji deriyê sînorî re derbas dibin karmendên gumrikê ji her tankerekê 280 dolaran werdigirin lê tenê 170 dolar ji wî pereyî derbasî hesabê dewletê dibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – 84 sal berê yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da. +Simkoyê Şikak kî ye? +*Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayîl Axa ye. +* Simko sala 1887an li gundê Kela Çariyê yê Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikakên Evdoyî ne. +*Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Ormiyê ji xwe re ava kiribûn. +*Ceifer Axayê Şikak birayê meizn ê Simko sala 1905an li bajarê Tewrêzê hat kuştin lewma Simayîl Axa soz da rêya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike. +*Simko roja 30ê Gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê dest pêkir. +*Ji Rûsan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike. +*Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû. +*Hejmara çekdarên wî carna gihîştiye 20 hezar kesan. +*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. +*Serhildana Simkoyê Şikak nêzîkî 25 salan dom kir. +*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir. +*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. +*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be. +*Ji şerên wî yên mezin şerê Ormiyê, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. +*Dema ku Ermeniyan xwest Ormiye bibe beşek ji xaka Ermenistanê, Simko gellek şer bi wan re kir. +*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. +*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. +*Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê, Simko û 1000 çekdarên xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin. +*Sala 1925an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şah çû serdana wî. +*Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şah kir. +*Piştî ku Şah vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewma min ew nekuşt lê ewê min bikuje. +*Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şah li bajarê Şino yê nêzîkî Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi komploya ku Riza Şah jê re pilan kiribû, hat kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, hêzên Pêşmerge li devera Silêman Begê ya navbera bajarên Kerkûk û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê 2 êrişên çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê pûç kirine û çend çekdar jî girtine. +Qaymeqamê bajarokê Xurmatû yê girêdayî Kerkûkê, Şelal Ebdul ji Rûdawê re got, îro danê êvarê çekdarên DAIŞê li devera Silêman Begê êrişî hêzên Pêşmerge kirin. +Şelal Ebdul, ragihand, ev cara duyemîn e ku çekdarên DAIŞê li devera Silêman Begê êrişî hêzên Pêşmerge dikin lê her carê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin şikandin. +Li gorî agahiyên qaymeqamê Xurmatû, hêzên Pêşmerge çend roj berê çend çekdarên DAIŞê girtibûn ji ber wê jî çekdarên rêxistinê êrişî hêzên Pêşmerge dikin û daxwaza berdana endamên xwe dikin. + + +Amed (Rûdaw) – Efserê artêşa Tirkiyê yê bi navê Îlhan Çalişkan, ku dawiya meha Gulana îsal li ser rêya Lîce-Amedê ji aliyê komek çalakvan ve hatibû girtin, hat berdan. +Meha borî, komek çalakvan û xortên kurd ku li gorî medyaya Tirkiyê ";endamên PKKê bûn";, li ser rêya navbera Amed û Lîcê li dijî çêkirina qereqol û encamdana operasyonên leşkerî xwepêşandan kiribûn û roja 27ê mehê jî efserekî tirk ku ber bi bajarê Erziromê ve diçû, desteser kiribûn. +Şanda ku ji Seroka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Berpirsê Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) yê Amedê Racî Bîlîcî, alîkarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Berdevkê KESKê Remezan Kaval pêk hatibû, îro ew efserê tirk yê bi navê Îlhan Çalişkan ji wan xortan wergirt û radestî qaymeqamiya Lîcê kir. +Li gorî DÎHAyê, berpirsê ÎHDê yê Amedê Racî Bîlîcî li ser vê yekê daxuyanî da û ragihand, rewşa tenduristiya wî efserê tirk baş e û got, wî efserî ji wan re gotiye ku ew kesên ku ew girtibûn li wî baş nihêrîne. +Racî Bîlîcî, anî ziman ku ew efserê tirk li ser daxwaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye berdan û ragihand, madem PKKê di vî warî de erka xwe bicîh anî divê dewletî jî sozên ku daye bicîh bîne. +Zubeyde Zumrut jî diyar kir, eger bangewaziya Ocalan neba ew efserê tirk nedihat berdan û got, Ocalan rêberê vê xebatê ye û gelê Lîcê jî nîşan da ku muxatebê pirsa kurd tenê Ocalan e lewma divê dewlet jî çarçoveyek qanûnî ji pêvajoya diyalogê re çêbike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê ku bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale ya Iraqê xistine bin kontrola xwe, li ser banê saziyeke hikûmetê ala Kurdistanê anîn xwar û li şûna wê ala xwe daçikandin. +Ev çend roj in çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên sunnî yên Iraqê xistine destê xwe. +Bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale jî, ku pirraniya xelkê wir kurd e û wek beşek ji ";Deverên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê"; tê hesibandin, ketiye bin kontrola DAIŞê. +Rêxistina DAIŞê îro hinek wêne li ser tor û malperên civakî belav kiriye ku nîşan dide komek çekdar ala Kurdistanê li ser banê saziyeke fermî radikin û li şûna wê ala reş a rêxistinê datînin. + +DAIŞ li Seidiyê ala Kurdistanê tîne xwarê + +Bi ser terorkirina yek ji rêberên şoreş û xebata rizgariya kurd û Kurdistanê, Simkoyê Şikak re 84 sal derbas dibe.... + +Rojnamevan Kakşar Oremar, bû mêvanê bultena Rojhilatê Kurdistanê ya Rûdaw TV û li ser Simkoyê Şikak û xebata wî mêrxasê kurd bersiva pirsên Ceifer Mubeşirniya da... + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya asayişa Rojava ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, hişyariyê dide wan aliyên ku dixwazin di salvegera bûyerên bajarê Amûdê de çalakiyên bê destûr û ruxset li dar bixin. + +Rêveberiya giştî ya asayişê di daxuyaniyekê de ku roja şemiyê 21/6/2014 hatiye belavkirin, ragihand ku ";livandina pirsa Amûdê û pabend nebûna bi yasayên ewlekariyê tê wateya ku yek bi agir bilîze û wê derî li ber pirsgirêkên ku wê ti kes nikar be berpirsyariya encamên wan hilgire veke";. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar daye ku di salvegera bûyera Amûdê ku roja 27ê hezîranê ye, çend çalakiyên li dar bixe wek vêxistina mûman li ser malan, serdana gorên her şeş kesên ku di bûyeran de ji aliyê YPGê ve hatin kuştin û herwiha lidarxistina mîtîngekê li ser mezarê wan. + +Rêveberiya giştî ya asayişê di daxuyaniyê xwe de bûyerên Amûdê wek bûyerên dilêş dide naskirin û hişyariyê dide ku ";hinek alî dixwazin xwîna qurbaniyên Amûdê ji bo mebestên xwe yên hizbî yên teng bi kar bînin bêy ku guh bidin yekîtiya rêza Kurdan û aramiya Amûdê û navçeyê";. + +Di daxuyaniya xw de, rêveberiya asayişê ji her aliyekî ku dixwaze xwepêşandan û mîtîngan li dar bixe xwest ku ji bo parastina ewlekariya wan ruxset û destûra asayişê bisîtine. + +Lê belê tê pêşbînîkirin ENKSê ya ku ";îtîrafê"; bi hêzên asayişê, YPGê û rêveberiya xweseriya demokratîk nake û wan girêdayî PYDê dibîne, ti ruxset û destûra çalakiyên xwe ji ti kesî ne stîne. + + +Qamişlo (Rûdaw)- Piştî êrîşa bi rokêtan li ser balafirgeha Qamişlo ku roja înê ya borî pêk hatibû, helîkopterên artêşa Sûriyê di ser bajarê Qamişlo re difirin . + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku duh, roja şemiyê, derdora saet 7ê êvarê, Helîkopterek leşkerî bi awayekî nizm di ser bajarê Qamişlo re geriya bêyî ku ti navçeyan weke armanc bigre. + +Roja înê ya borî, derdora saet 8ê êvarê balafirgeha Qamişlo ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ye, bi rokêtan hatibû topbarankirin û di encam de, rokêteke curê Grad li meydana firîna balafiran ketibû û firîna frokayan hatibû rawestandin. + +Di heman demê de, rokêtek nêzîkî peymangeha Mezoptamiya li taxa Hilêliyê li rojavayê bajarê Qamişlo ketibû û di encam de du xanî xirabûn û xelkên derdorê malên xwe bi cih hiştibûn. + +Peymangeha Mezopotamiya navendeke leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ye ku wek baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê naskirin. + +Bajarê Qamişlo ku navenda kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, dibin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye û hejmareke mezin ji artêşa rejîmê li balafirgeha Qamişlo bi cih dibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêveber a KCKê Sabrî Ok daxwaz kir ku Kurd li hember êrîşên DAÎŞê hêzeke xwe ya hevpar çêbikin. + +Sabrî Ok di daxuyaniyekê de got ";Divê kurd di van demên dîrokî de yekîtiya xwe pêk bînin û li hember rêxistinên we Qaîde, DAÎŞ û Cebhet el-Nusra ku êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin, hêzên xwe yên hevpar çêbikin";. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku ";li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû û firseteke mezin ji gelê Kurd re çêbûye û destpêkiriye, pêwîste Kurd baş binirxînin û yekîtiya xwe ya neteweyî jî di zûtirîn dem de pêk bînin";. + +Sabrî Ok di daxuyaniya xwe de ku malperên nêzîkî PKKê belav kirine,l destnîşan kir ku ";ev statoya ku li Başûrê Kurdistanê çêbûye û li Rojava jî çêdibe, bûye kaniya moralê ji hemû gelê Kurd re û pêwîste ev destkeftinên Kurdan jî bên parastin";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berî çend rojan du Pêşmerge bi şaşî derbasî sînorên DAÎŞê li navçeya Seidiye bûn û li wir hatin binçav kirin, niha jî DAÎŞê wneyek li ser Twitterê belav kiriye ku dibêje ew du Pêşmerge ji aliyê wan ve hatine serjêkirin, lê Wezareta Pêşmerge ev yek red kir. + +Rêveberê Ragihandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ew wêne kevne û li gor lêkolînekê em pêşbînî dikin ku ew wêne berî 10 rojan hatiye belavkirin û netiştekî nû ye, li cem me jî nediyare bê ew kes kîne yên tên kuştin."; + +Helgurd Hikmet da zanîn jî ku: ";Bi riya kesayetiya û xelkên eşîretan em mijûlê danûstandinê ne bo azadkirina wan Pêşmergeyên ku bi şaşî çûne cem DAÎŞê û niha hatine girtin, dîlên wan jî li cem me hene û em hewldidin ku wan bi hev biguherin."; + +Di wêneyê ku DAÎŞê bealvkiriye de, efserek bi pileya Neqîb derdikeve, ku yek ji wan Pêşmergeyên ku bi şaşî çûne cem DAÎŞê jî helgirê heman pileya leşkerî ye. + +Çavkaniyeke nêzîk ji wî Neqîbê bi navê Îrfan, ji Rûdawê re got: ";Ji dema ku Îrfan hat girtin yekcar peywendiya telefonî di navbera me de hat birrîn."; + +Herwiha çavkaniyê da zanîn ku heta 20.06.2014 zaniyarî di dest wan de hebûn ku ew Pêşmerge mane û dibêje: ";Ev çend rojin ti xeber ji wan nîne."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Tora BBC ya berîtanî raportek li nav şerê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarê DAÎŞê de belav kiriye. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje ku eger serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di posta xwe de bimîne dê rewş aloztir bibe ";Lewma pêwîste dest ji kar berde."; + +Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona NBC a amerîkî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: ";Pêwîste Malikî dest ji kar berde, ji ber ku eger ew di posta xwe de bimîne dê pirsgirêk aloztir bibin û ti çareseriyekê nabîne";. + +Di bersiva pirsekê de ku bêjer ji Barzanî pirs dike ";Eger tu Malikî bibîne tê çi jê re bibêje?"; Barzanî wiha bersiv da: ";Ezê bibêjm bibîne serokwezîr pêwîstiya vê rewşê bi çareseriyeke siyasî heye ne çareseriyek leşkerî";. + +Herwiha serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku berî 6 mehan serokwezîrê Iraqê hat agehdarkirin ji êrîşa grûpên çekdar, ";lê Malikî guh neda vê yekê";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê şaredariya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku eger serkêşên derbeya 12ê îlona 1980 Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya hatine dadgehkirin pêwîste ew destûra bingehîna ku wan çêkiriye jî bê guhertin. + +Turk ji çapemeniyê re got ku ";piştî derbeya 12ê îlonê li zindanan îşkenceyek ku di dîrokê de nebûye bû û 35 heval di bin îşkencê de jiyana xwe ji dest dan";. + +Bi gotina Turk ";eger ne ji wê derbeyê û wan îşkenceyanbane ewqas kes dernediketin çiya û PKKê jî ewqas mezin nedibû";. + +Hevserokê şaredariya bajarê Mêrdînê herwiha got ";Dema ez di girtîngehê de bûm û piştî wê jî min qet bawer nedikir ku rojek wê bê û ew serkêşên derbeyê bên dadgehkirin, lê pêwîste ji wan rojan ders bên derxistin û destûra bingehîn a Tirkiyê bê guhertin";. + +Li ser malbatên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne û ji bo vegera zarokên xwe çalakiyan li dar dixîn, Ahmet Turk wiha aixfî: ";Eger ew ciwan vegerin wê ciwanên din biçin, pêwîste bingeheke qanûnî ji pêvajoyê re çêbibe û rêya derketina çiyan bê astengkirin";. + +Dehemîn dadgeha cezayê giran a Enqereyê roja 19l hezîranê derbarê du serkêşên derbeya 12ê îlona 1980 Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya de cezayê girtina hetahetayî da. + +Enqere (Rûdaw)- Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duyemîn kongreya xwe ya awarte li paytexta Tirkiyê Enqereyê da destpêkirin. + +Duyemîn kongreya awarte ya HPDê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali li Enqereyê destpêkir û biryar e îro bi dawî were. + +Li salona kongreyê pankartên ";Perwerdeya zimanê dayikê mafê mirovan e";, ";Ji girtiyên siyasî re azadî"; û gelek pankratên din hatin daliqandin. + +Ev yekemîn kongreya HDPê ye piştî ku parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê bi fermî tevlî HDPê bûn. + +Di kongreyê de wê serokê giştî yê HDPê bê hilbijartin û li gor zaniyariyên ku belav bûne, bi tenê Selahedîn Demîrtaş namzed e. + +Her di vê kongreyê de wê HDPê namzedê xwe ji bo serokomariya Tirkiyê destnîşan bike. + +Kerkûk (Rûdaw)- Navçeya Mekteb Xalid li parêzgeha Kerkûkê xala dawî ya sînorê navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê ye. + +Hêzên pêşmerge bi moraleke bilind dibêjin ku eger kesên li jorî wan pêşiya wan negirin ewê li navçeyê zêdetir pêşbikevin. + +Navçeya Mekteb Xalid piştî kişana hêzên artêşa Iraqê niha ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye kontrolkirin û hemû kel û pelên wan hêzan di destê pêşmerge de ne. + +Di dema amadekirina vê fîçerê de, tîma Rûdawê pêşmergeyek nas kir ku navê wî Rûdaw bû, wek ew dibêje ";pêşmergeyekî ku şehîd bûye di sala 1982yan de ev nav lêkiriye"; û niha ew jî wek pêşmerge di eniyên şer de bergiriyê li Kurdistanê dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê bi navbeynkariya eşîretên bajarokê Silêman Beg ê girêdayî parêzgeha Selahedînê, agirbest ragihandin. + +Şeva borî li sînorê bajarokê Silêman Beg şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derketin. + +Rêveberê asayişa Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî çekdarên DAÎŞê carek din êrîşî navendên pêşmerge kirin, lê di êrîşên xwe de şikestin û kişiyan";. + +Ehmed herwiha got ku ";di wî şerî de 8 çekdarên DAÎŞê birîndar bûn û çekdarek jî hat kuştin, 4 pêşmerge jî birîndar bûn";. + +Rêveberê asayişa Xurmatû aşkere kir ku ";piştî şer, bi navbeynkariya serokên eşîretan û xelkê navçeyê bi awayekî demkî şer hat rawstandin";. + +پێشمەرگەیێن دێرێن یێن ل ئەلمانیا پشتەڤانیا هەڤچەپەرێن خوە یێن کوردستانێ دکن +وەهاب، یێ دناڤ هەڤچەپەرێن خوە یێن پێشمەرگە ل داویا سالێن ٧٠ـیاندا ب وەهاب خڕە دهێتە نیاسین وەک پێشمەرگەیەکێ خانەنشینکری ژ پارتیەکا سیاسی ل گەل هەڤالێن خوە د لڤین و تەڤگەران دانە بۆ کۆمکرن و جڤاندنا پشتەڤانیا بانگەوازیا ل وان هاتیە کرن و ب مزگینی ددەتە دیارکرن. +لێدوان +وەهاب خڕە ¤WA0 4816 ــ پێشمەرگەیێ دێرێن¤WA1 4864 +تەمەن و بناڤسالڤەچوون ژ بۆ پاراستنا ئاخا وەلات ئاستەنگ و بەربەست نینن، وەک یەک ژ کادرێن پارتیەکا سیاسی دبێژیت. +لێدوان +حەمە جەزا¤WA2 4816 ــ کادرێ یەکێتی نشتیمانی کوردستان¤WA3 4992 +رۆژەڤا کوردستانێ یا سیاسی و لەشکەری کۆمەلەیا پێشمەرگەیێن دێرین ل هەرێما نۆڕد ڕاین فێستفالن، کو نێزیکی ٢٠٠ ئەندامان هەنە، بێی پێشمەرگەیێن پارتی دیمۆکراتی کوردستان گەلەک چالاك کریە. +لێدوان +شاهۆ کەرکۆکی¤WA4 4848 ــ پێشمەرگەی دێرین¤WA5 4864 +و د دەمێن پێشدا، ئەگەر رەوشا کوردستانێ بڤی ئاوای بەردەوام بیت، وەهاب و هەڤباوەرێن مل ب ملێ پێشمەرگەیان د سەنگەراندا دێ هێنە دیتن. + + +Hrewlêr (Rûdaw)- Kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî lidar xist. + +Piştî ku roja 18ê mehê serokwezîr, cîgirê wî û her 22 wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê sûnda yasayî li Parlamentoya Kurdistanê xwarin, îro, Yekşemê, hikûmetê yekemîn civîna xwe pêkanî. + +Hikûmet Herêma Kurdistanê bi beşdariya piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatye pêkanîn, piştînêzîk 8 mehan ji birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 22.09.2013an de. + +Di dema merasîma sûndxwarinê de, Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de amaje kir ku dê karê wan peydakirina derfetan bo hemû kesî be û tekez kir ku ji ewlewiyatên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dijatiya gendeliyê û kêmkirina bîrokrasiyê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya pîşesazî ya bajarê Kerkûkê otombîleke bombekirî teqiya û di encam de 2 Pêşmerge jiyana xwe jidest dan û 10 din birîndar bûn. +Fermanderê lîwayê yek ê Hêzên Pêşmerge, Şêrko Fatih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Teqîn bi sedema otombîleke bombekirî bû ku li ser cadê rawestabû û otmbîleke Hêzên Pêşmerge ji xwer kiri armanc."; +Derbarê hejmara qurbaniyan Şêrko Fatih wiha got: ";Di encama teqînê de 2 Pêşmerge jiyana xwe jidest dan û 10 din jî birîndarbûn."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Di yekemîn civîna encûmena wezîrên nû yên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku komîteyek ji bo piştgirîkirina darayî ya hêzên pêşmerge bê avakirin. + +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew komîte ji cîgirê serokwezîr, wezîrê darayî û aborî, wezîrê pêşmerge û wezîrê samanên siruştî pêk tê. + +Ew komîte dê kar bike ji bo ku rê li her pirsgirêkeke darayî ku hêzên pêşmerge rastî werin, bigre. + + Enqere (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duyemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Dikongereyê peyamên yeketiyê û pêşvebirina doza kurdan hate dan. +Yekem car e dikongreyeke HDPê de evqas mêvanên dewletên bêyanî jî amade bûn û çapemeniyêjî eleqeyak gellek mezin nîşanî kongreyê da. + +Duyemîn kongreya HDPê li paytextê Tirkiyê, Enqerê, bi beşdariya bi hezaran kesan birêve çû. Li gellek bajarên Bakûrê kurdistanê û Tirkiyê ji bo beşdariya kongreyê bi hezaran kes hatibûn her wiha gellek nûnerên welatên derve jî tevlî kongreyê bûn. + +Digel hemû parlementer û rayaedarên HDPê û BDPê, li Başûrê Kurdistanê li ser navê PDKê endamê polîtburoya wê partiyê Kemal Kerkukî,nûnerên Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Zana Rustayî û Mihmed Reûf ,Hevserokê Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Abdulselam Ehmed jî di kongreyê de amadebûn. + +Di kongreyê de hevserokên HDPê Ertugrul Kurkuçu û Sebahet Tuncelê û namzedên hevserokatiya HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî axaftin kirin… + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gilî û gazinde ji wan rojname, radyo û televîzyon û saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê dike ku ";bi awayekî profesyonel"; bûyerên vê dawiyê yên Iraqê romal nakin. + +Barzanî, îro di peyameke nivîskî de bang li wan dezgeh û saziyên ragihandinê kir ku di romalkirina bûyeran û nûçeyan de pîvanên profesyoneltiyê bicîh bînin û nirx û hestên netewî yên gelê kurd li ber çavan bigirin… + +Naveroka peyama Barzanî wiha ye: + +";Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan, +Piştî bûyerên vê dawiyê yên Iraqê û guhertinên bilez, rewşek nû derketiye holê û gelê me rûbirûyî gef û rewşeke nû bûye. Rewşa niha pêwîstî bi yekrêzî û têgihîştineke netewî û niştimanî ya hemû aliyan heye. di vir de rola rojnamevan û dezgehên ragihandinê di veguhestina bûyeran û agahdarkirina xelkê û hişyarkirina netewî de pir girîng û eşkere ye. + +Ez ji hemû rojnamevan, medyakar û dezgehên ragihandinê (radyo, tv, rojname, malper) dikim ku di veguhestina bûyeran û belavkirina rûhê yekrêzî û biratî û berpirstiya netewî de rola xwe ya pozîtîf bilîzin. +Qonaxa niha pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyan heye. Mixabin hinek caran tê dîtin ku beşek ji dezgehên medyayê di nûçe û rapor û bernameyên xwe de û di veguhestina rewşa niha de pîvanên profesyoneltiyê û têgeha netewî li ser bûyer û deba gelê bicîh nakin. Di vê heyamê de tê dîtin ku di dezgehên ragihandinê de şehîdbûna pêşmergeyên qehreman wek kuştin tê binavkirin û vê peyvê ji bo terorîstan jî bikar tînin. + +Eger ev cure dezgehên medyayê rolek pozîtîf jî di veguhestina bûyeran de nelîzin bila qet nebe hurmeta wê xwînê bigirin ku pêşmerge di dema parastina xak û şerefa welatê xwe de dirijîne. Ew pêşmergeyê ku amade ye ji bona parastina jiyana hevniştimaniyên xwe canê xwe bide. Di siya xwîna pêşmerge de ye ku Kurdistan li ser xwe ye û hûn jî dikarin karên xwe bi azadî bikin, ji ber wê jî hûn hemû deyindarên mêrxasî û canfîdayiya pêmerge ne. +Bi hêviya serkeftina yekcarî ya gelê Kurdistanê + +Mesûd Barzanî +Serokê Herêma Kurdistanê +22/06/2014"; + +Şirnex (Rûdaw) – Li devera Qilabanê ya Şirnaxê li Bakûrê Kurdistanê, 7 kesên ku di daristanê de dar dibirrîn ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin desteserkirin. +Li gorî DÎHAyê, li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê, 7 gundî ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin girtin. +Li gorî nûçeyê, ew kesên han ji ber ku dar birrîne hatine girtin. +Hat gotin, gerîlayên PKKê beriya niha hişyarî dabûn wan kesan ku daran nebirrin. +Hat zanîn ku hêzên artêşa Tirkiyê ji bi ku wan kesan ji nav destê gerîlayan der derbixe, dest bi operasyonê kirine. + +Şingal (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ji bajarokê Tileferê yê girêdayî parêzgeha Mûsilê vekişiya û çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) jî balafirxaneya Tileferê kontrol kirin. Fermandeyê hêzên Iraqê li Mûsilê Ebû Welîd jî ku wek ";Şêrê Malikî"; tê nasîn, xwe avêt ber bextê hêzên Pêşmerge. +Berpirsê Liqa 17 a PDKê li bajarokê Şingalê, Serbest Babîrî ji Rûdawê re got, piştî heftyekê şer û pevçûna hêzên Iraqî li nav balafirxaneya Tileferê li dijî çekdarên DAIŞê fermandeyê hêzên Iraqê li Mûsilê Ebû Welîk ku wek ";Şêrê Malikî"; tê nasîn, vekişiya û derbasî Şingalê bû. +Balafirxaneya Tileferê çepera herî dawî ya artêşa Iraqê li parêzgeha Mûsilê bû û ew jî îro ji dest da. Piştî ku DAIŞê şeva 9ê Hezîrana îsal êrişî Mûsilê kir, hemû hêzên Iraqî yên li Mûsilê ber bi Kerkûkê ve vekişiyan û Mûsil ket destê çekdarên DAIŞê. +Serbest Babîr her wiha got, Ebû Welîd bi 600 serbazên Iraqê ve û 60 otomobîlên leşkerî berê xwe dan bajarokê Şingalê, ji be ku Wezareta Parastinê ya Iraqê alîkarî ji wan re neşand lewma neçar man vekişin û xwe radestî hêzên Pêşmerge bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Rebîe ya sînorî bombeyeke çandî bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqî û di encam de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û 6ê Pêşmergeyên din birîndar bûn. + +Îro, 23.06.2014, danê sibehê bombeyeke çandî bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqî, li gor gotina Muzefer Sîlkeyî, ku efserkê Pêşmerge ye, di destpêkê de bombe bi otombîleke sivîl de teqî û piştî kombûna Pêşmerge li cihê bûyerê du bombeyên din teqîn û hejmarek qurbanî di encam de ketin. + +Herwihwa li gor navborî, di encama vê teqînê de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û 6ê din jî birîndar bûn. + +Rebîe xalek sînorî ye dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdisanê de, berî niha jî ew navçe di dest Artêşa Iraqê de bû li piştî ku ji wê navçeyê reviyan Hêzên Pêşmerge ew navçe kontrol kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Duh, roja yekşemê, grûpeke ser bi rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) ve, 3ê hemwelatiyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revandin. +Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo diyar kir ku dema mîkrobaseke hêla Qamişlo-Hesekê 28 kes ku pirraniya wan xwendekarên zanîngehê ne, vediguhestin, grûpeke DAÎŞê ew mîkrobas li gundê Til Mensûr di navbera Qamişlo û Hesekê de rawestand. +Li gor nûçegihanê Rûdawê, buyer derdora saet 2 û nîvê nîvro di navbera du rêbendên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin de qewimiye. +Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku grûpa DAÎŞê 25 hemwelatiyên rêwî serbest berdane û tenê 3ê hemwelatî berve cihekî nediyar revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. +Rêya di navbera bajarê Qamişlo û bajarê Hesekê ku navenda parêzgehê ye bi dirêjahiya 95 kîlometroyan ji bal rêbendên hêzên rejîma Sûriyê û hêzên YPGê ve tê kontrolkirin. + +Silmanî (Rûdaw)- Îro, Duşemê, duyemîn civîna Tevgera Gorranê û Yekîtaiy Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birêve çû, bi mebesta parvekirina postên hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê û wan pêşniyazên ku duh pêşkêşî hev kiribûn, yek alî bikin. + +Civîna duh, 22.06.2014, a di navbera Gorran û YNK de nêzîk 2 demjimêran berdewam kir. + +Di vê barê de, berpirsê odeya têkiliyên siyasî yê Gorranê, Mihemed Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";YNK pêşniyaz kiriye ku posta serokê encûmena parêzgehê û qayimeqamê navendî bo Gorranê be û posta parêzgar jî bo YNK be."; + +Herwiha Mihemed Hacî ragihand ku: ";Me ew pêşniyaz red kir û em dibînin ku posta parêzgar ji mafê me ye."; + +Navborî amaje kir ku ";Duh ti aliyekî behsa kandîdê posta parêzgar nekiriye û YNK behs Dr. Hecal Ebû Bekir nekiriye."; + +Di civîna îro de, ku li baregeha serkeî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê dê birêve biçe, dê YNK û Gorranê li ser parvekirina postan rêbikevin ji ber ku sibe, Sêşemê, yekem civîna encûmena nû ya parêzgeha Silmaniyê dê birêve biçe û pêwîste tê de serok û cîgirê serokê encûmenê bên hilbijartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tora Medadyî ya Rûdawê re ragihand ku dê sibê, Sêşemê, Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry serdana Herêma Kurdistanê bike. + +Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry di serdaneke ranegihandî de gihişt paytexta Iraqê, Bexdayê. + +Di çarçoveya serdana xwe bo navçeyê, îro, Duşemê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry gihiş Bexdayê û birayre ligel her yek ji serokweîzêr kar bi rêkir Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî, Serokê Parlamentya Iraqê Usame Nûcêfî û serkirdeyê Şîe Emmar Hekîm bicive. + +Ev serdana Kerry di demekê de tê ku Iraq di rewşek aloz de derbas dibe, pişî ku çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn li ser Mûsil û Tikrîtê herwiha niha hewil dide ber bi Bexadyê ve biçe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Parêzgeha Hewlêrê yekemîn civîna xwe lidarxist û tê de postên îdarî yên parêzgehê parvekirin, lê 4 aliyên Kurdistanî civînê boykot kirin û li ser awayê parvekirina postan nerazîbûna xwe anîn ziman. + +Îro, Duşemê, Encûmena Parêzgeha Hewlêrê yekemîn civîna xwe lidarxist ku tê de postên parêzgar, serokê encûmena parêzgehê û cîgirê wî diyarkirin. + +Her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ev civîna boykot kirin wek nerazîbûnekê li ser awayê parvekirina postên îdarî yên parêzgeha Hewlêrê. + +Lê Partiya Demokarat Kurdistanê (PDK) ku piraniya kursiyên encûmenên parêzgeha Hewlêrê di dest de ne, ligel kursiyên qotayên postên îdarîyên parêzgehê parvekirin û guh nedan nerazîbûna wan her çar aliyên navborî. + +Li gor ku Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihandî, Newzad Hadî bû parêzgar, Elî Reşîd bû serokê encûmen û Azad Îkram ser bi lîsteya Turkmanî ve wek cîgirê wî hate diyarkirin. + +Hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê, roja 30ê Nîsana borî ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê birêve çûn, ku tê de lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serkeftiya yekem bû. + +ئینترۆ : كارگێریا شنگال وئالیێن كوردى یێن دهستههلات كۆمبوونێن بهردهوام دگهل زانایێن ئۆلى یێن سونه وشیعه وكهساتیێن تللهعفهر ئهنجامددهن ژبۆ هاریكاریا ئاوارهبوویان وخورتكرنا پهیاما براتیێ وئهو دوو ئالى خوه ب برا ل ناڤ دبن وچ مهتورسیێ ل سهر دهڤهرا خوه نابینن ل ژێر دهستههلاتهكا كوردستانى دا +شنگال ئهو باژارێ ب پێكڤهژیانێ دهێته ل ناڤ برن ژبهر ههبوونا ئاین ونَهتهوێن جودا جودا ، ئیرۆ ل همبهر وى شهرێ ل ههموو ئالیێن وێ روودده رادهوستێ نهك ب چهكێن پێمشهرگهیێن سنوور دپارێزن ب تنێ بهلكو ب دانوستاند وپهیامێن ههڤگرتنێ ژى كه ئالیێن كوردى یێن دهستههلات پێ رادبن +سهربهست بابیرى ئهندامێ سهركرداتیا پارتى ل شنگال " مه كۆمبوون دگهل مامۆستایێن ئاینى ئهنجامدان ژ سونه وشیعه ومه ژ وان خواست كوع املئ خێرێبن وهاریكاریا خهلكێ تللهعفهر بكهن ودگهل ههموو شهریحێن خهلكێ تللهعفهر را كر ومه چهند رێنما دانه وانه " +زانایێن ئۆلى چ مهتورسیان ل سهر رهوشا دهڤهرا خوه نابینن ل ژێر دهستههلاتهكا كوردى وخوه ب برا ل ناڤ دبن ژبۆ هاریكریا ئهوێ ژمارهیا مهزن یا ئاوارهبوویان بیێ جودابوونهكا نهتهوى وئۆلى ومهزههبى +سهعهد ئهلئهعرهجى : +نوێنهرێ ئهنجومهنا بلند یا ئیسلامى ل شنگال "كۆمبوونهكا گرنگ بوو وگۆتین ئهو خهلكێ مه یه نهك ئاوارهنه وحكومهتا ههرێمێ درێغى نهكریه وهك پێشنهرگه وئاسایش ژبۆ پاراستنا مه وخهلكێ شنگال ژى ل ڤى ئالى چ ئێزیدى وچ مووسلمان بێكڤه هاریكارن ژبۆ ئاوارهبوویان " +ئهحمهد موحهممهد : ئیمام ووتارخوینێ مزگهفتا سهراى ل شنگال " مه ناڤێ تهعدایئ دناڤبهرا مه دروستببى ئهم برانه وئهوێ فتنێ دروستبكه دناڤبهرا مه دا ئهم قهبولناكهن وتهعدایئ ل مه ههمووانه وئێزیدى وشیعى وسنه ومهسیحى ههموو برانه " . +مهله ئادهم " گهلهك مالێن تللهعفهریا ل مهزگهفتادهنه وئهم دخوازن هاریكارێن وان ئاوارهبوویان بهن ودلێ وان خوهش بكه ندا ئیدى پتر وى ههستى بكه نكو میهڤانن " +پشتى شهرێ مووسل ئیدى ههموو ئالى ل شنگال بانگا یهكگرتنێ وتهبایێ دكهن ل دهمهكى دا شنگال دقوناغهكا ههستیار دا دهرباز دبئ ژبهر نهبوونا سۆتهمهنیا وفشارا ژمارهكا زۆر یا ئاوارهبوویان كه ژمارهیا وان د ڤى باژارى دا پتر ژ ههشتى ههزارى یه + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Duşemê, duyemîn civîna Tevgera Gorranê û Yekîtaiy Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birêve çû, bi mebesta parvekirina postên hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê û wan pêşniyazên ku duh pêşkêşî hev kiribûn, yek alî bikin, lê civîn encam bidawî hat. + +Endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanl (YNK), Letîf Şêx Mistefa û berpirsê odeya têkiliyên siyasî di Tevgaer Gorranê de Miheme Hacî, piştî civînê di konfransekî rojnamevanî de ragihandin ku ";Di civîna îre de jî em rênekeftin."; + +Berî niha berpirsê odeya têkiliyên siyasî yê Gorranê, Mihemed Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";YNK pêşniyaz kiriye ku posta serokê encûmena parêzgehê û qayimeqamê navendî bo Gorranê be û posta parêzgar jî bo YNK be."; + +Herwiha Mihemed Hacî ragihand ku: ";Me ew pêşniyaz red kir û em dibînin ku posta parêzgar ji mafê me ye."; + +bo mebsta yek alîkirina postên îdarî yên parêzgeha Silêmaniy, YNK û Gorranê birayr dank u civîna wan vekirî be heta ku rêkeftin li ser vê pirsê pêk bê. + +Biryare sibe, Sêşemê, yekem civîna encûmena nû ya parêzgeha Silmaniyê dê birêve biçe û pêwîste tê de serok û cîgirê serokê encûmenê bên hilbijartin + + +Şingal (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn devera bi navê Om el Şebabê ya ku dikeve navbera Şingal-Tilefer-Sinûn û Bilêcê de ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê derbixin. + +Îro danê sibê li devera Om el Şebabê ya nêzîkî bajarokê Şingalê çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê bi top û hawanan êrişî hêzên Pêşmerge kirin. + +Li gorî agahiyan, di encamê de 2 pêşmerge birîndar bûn û şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û çekdaran de derket û di dawiyê de çekdar neçar man ji wir vekişin, bi vî awayî Om el Şebab ket destê hêzên Pêşmerge. + +Devera Om el Şebabê wek deverek stratejîk tê zanîn ku 10 km dûrî Şingalê ye û Şingal, Tilefer, Sinûn û Bilêcê bi hev ve girêdide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îşev saet 21:00 bi dema Hewlêrê dibe mêvanê televîzyona CNN a Amerîkî û li ser rewşa dawî ya Iraqê daxuyanî dide. + +Barzanî, îşev beşdarî bernameya televîzyona CNN a bi navê ";Amanpour"; dibe ku ji aliyê rojnamevana amerîkî-îranî Kirîstiyan Emanpûr ve tê pêşkêşkirin. + +Tê gotin, Barzanî dê li ser rewşa niha ya Iraqê, şerê DAIŞ û artêşa Iraqê her wiha serxwebûna Herêma Kurdistanê daxuyanî bide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku arîşe û pirsgirêkên Iraqê siyasî ne û divê bi rêbazên siyasî bên çareserkirin nek bi şêwazên leşkerî. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Serokê Kongreya Niştimanî ya Iraqê Dr. Ehmed Çelebî re hevdîtin pêk anî. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Barzanî û Çelebî li ser rewşa Iraqê û alozivên vê dawiyê yên wî welatî gotûbêj kirin û anîn ziman ku girtina parêzgeha Mûsilê û hinek bajar û deverên din ên Iraqê ji aliyê DAIŞê ve bûye metirsiyek mezin li ser Iraqê û ji ber vê yekê bi sehan hezar kes neçar mane cih û warên xwe biterikînin ku pirraniya wan ber bi Herêma Kurdistanê ve reviyane. + +Hat gotin, di hevdîtinê de De. Ehmed Çelebî spasiya Nêçîrvasn Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber ku alîkariya ku dane awareyên Mûsil, Tilefer û deverên din ên Iraqê. + +Dr. Çelebî her ji Serokwezîr Barzanî xwest ku hemahengî û hevkarî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe ji bona nehîştina terorê û çekdarên DAIŞê û azadkirina wan deverên ku ketine destê çekdarên DAIŞê. + +Li hember de, Nêçîrvan Barzanî têkez kir ku pirsgirêkên Iraqê siyasî ne û divê bi rêbazên siyasî bên çareserkirin ji ber ku ew pirsgirêk bi ti awayî bi şêwazên leşkerî nayên çareserkirin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê, Ehmed Turk ragihand, divê hêzên artêşê û MÎTê yên Tirkiyê Kelha Mêrdînê vala bikin ji ber ku ew dixwazin wê derê ji geştiyaran re vebikin. + +Li gorî rojnameya Tarafê, şandeke Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê îro serdana bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê kir û bi hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk re rûnişt. + +Di hevdîtinê de Turk diyar kir ku dema şaredariya Mêrdînê wergirtine gellek deyinên wê hebûye ji ber ku heta avahiyek nebû tê de rûnên û karên xwe bikin. + +Ehmed Turk her wiha diyar kir, Mêrdîn bajarekî tûrîstî ye û ew dixwazin bi pilan û projeyan bajêr di warê tûrîzmê de geş bikin. + +Hevşaredarê Mêrdînê behsa Kelha Mêrdînê jî kir û got, ev 50-60 sale Kelha Mêrdînê ji aliyê NATO ve wek navendeke leşkerî tê bikaranîn û da zanîn, beriya niha biryara valakirina kelhê hatibû dayîn lê heta niha jî leşker û MÎT li nav kehlê de dimînin lê êdî divê Kelha Mêrdînê were valakirin û bibe cihekî tûrîstî. + +Ehmed Turk, destnîşan kir ku Kurdistan tenê ya kurd nîne ji ber ku 5 hezar sal e kurd, suryanî û ermenî bi hev re li Kurdistanê dijîn û got, li bajarê Mêrdînê û li hinek navçeyên wê jî gelê ereb jî heye û em dixwazin rêveberiyek wisa bidin avakirin ku mafên van gelan înkar neke. + +Turk anî ziman ku eger Tirkiye mîna bajarê Mêrdînê ba û gelên Tirkiyê mîna gelên Mêrdînê bi hev re jiyaban niha li Tirkiyê ti pirsgirêkek nebû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona CNN a Amerîkî re axivî û ragihand, dema wê hatiye êdî kurd li nav Iraqê de li ser qedera xwe biryar bidin. + +Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona CNN a Amerîkî ku dê îşev saet 21:00 bi dema Hewlêrê were belavkirin, li ser bûyerên Mûsilê û şerê navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê got, Herêma Kurdistanê di heyama 10 salên borî de hemû hewlên xwe da ji bona avakirina Iraqeke nû û demokratîk ";lê mixabin ev ye biser neket";. + +Serokê Herêma Kurdistanê, her wiha ragihand ku piştî bûyerên vê dawiyê yên Iraqê êdî dema wê hatiye kurd li ser qedera xwe biryar bidin. + +Barzanî li ser ragihandina serxwebûnê jî got, em girêdayî wê biryarê ne ku gelê kurd bide. + +Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên ciwan yên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûr dijîn, dixawzin derî ji wan re vebe ji bo ku, bikaribin li deverên qutkirî ji Herêma Kurdistanê bi awayekî xwebexş biçin nav hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û wan deveran biparêzin. + +Xortên Rojavayê Kurdistanê amade ne her tiştî di ber xaka Kurdistanê de pêşkêş bikin, ne tenê ji ber ku Kurdistan bûye hêlînek aram ji wan re, lê ji ber ew dibînin Başûrê Kurdistanê jî welatê wan e. + +Lê gelo ji ber çi van ciwanan parastina Rojavayê Kurdistanê nekirin, di demekê de ku DAIŞ metirsiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî çêdike. + + +Kobanî (Rûdaw) - Komeleya Parêzerên Kobanî panêlek li ser rewşa ragihandinê ji piştî destpêkirina şer û bûyerên li Sûriyê û astengiyên karê rojnamevan û medyageran li herêmên kurdî li dar xist. + +Di panêlê de hin rojnamevan û karmendên di dezgehên ragihandinê de beşdar bûn û rewşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin û nirxandin... + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di pêwendiyeke telefonî de digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî diyar kir, eger kirîza Iraqê neyê çareserkirin wê demê rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dê bala xwe bide raya gelê kurd. +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî re bi telefonê li ser rewşa Iraqê qise kir. +Li gorî malperê, Mogêrînî dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê anî ziman û diyar kir, ew hêvîdar e kirîza Iraqê di demek kurt de were çareserkirin. +Mogêrînî her wiha li ser rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û karnameya parlamentoya wî welatî ji Barzanî agahî xwest û Barzanî jî bi giştî behsa rewşa Iraqê û bûyerên vê dawiyê yên wî welatî kir û got, Iraqa beriya girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve bi Iraqa piştî girtina Mûsilê re ferq dike. +Barzanî, her wiha ragihand ku beriya niha li deverên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêzên hevbeş hebûn lê niha êdî hêzên Iraqî li wan deveran nemane û sînorê Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nemaye û tenê bi welatên cîran re maye û beşek ji wan deveran jî ketine bin kontrola komên terorîst û ev jî gef e li ser hemû gelên Iraqê. +Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe ya digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê de ragihand, piştî ku rêjîma Beis a Iraqê hilweşiya kurd beşek ji pêvajoya siyasî ya Iraqê bû û piştgiriya vê pêvajoyê dikir lê ji ber siyaseta xelet a Bexdayê û nakokiyên mezhebî, rewşa Iraqê gihîşt rewşa îro. +Mesûd Barzanî, destnîşan kir ku eger kirîza niha ya Iraqê neyê çareserkirin rêveberiya siyasî ya Kurdistanê dê bala xwe bide raya gelê kurd. +Di dawiya vê hevpeyvînê de, Mogêrnî got ku dê ji ber guhertinên bilez ên Iraqê berdewam di pêwendiyê de bin bi Herêma Kurdistanê re û hêviya pêşketin û serkeftinê ji gelê Kurdistanê re xwest. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, ku niha li Iraqê ye dê sibê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa jî got, ev serdana Kerry di vê demê de girîngiyeke taybet heye. +Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, îro gihîşt Iraqê û li Bexdayê bi Serokwezîr Nûrî Malikî, Serokê Encumena Bilind a Îslamî (şîe) Emmar Hekîm û Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî re civiya. +Kerry di hevdîtina digel rayedarên iraqî de piştevaniya Amerîka di şerê li dijî terorê de bo Bexdayê nîşan da û daxwaza kir, hikûmeta nû ya Iraqê hikûmetek berfireh be. +Wezîrê Derve yê Amerîka dê sibê jî serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin bike ku Organîzatorê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa jî dê di wê civînê de beşdar bibe. +Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî dê ji Kerry re bêje, kurd naxwaze Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê. +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa li ser serdana Wezîrê Derve yê Amerîka ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, serdana John Kerry ya Hewlêrê serdaneke girîng e helbet dema vê serdanê jî girîng e her wiha serdana wî ya Bexda û Hewlêrê jî gellekî watedar e. +Felah Mistefa diyar kir, îro rewşek nû li Iraqê derketiye holê ji ber wê jî serdana Kerry ya Hewlêrê giranî û hêza Hewlêrê nîşan dide, rola Barzanî û taybetmeniyên Herêma Kurdistanê nîşan dide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand ku Iraqê perçe bûye û divê Malikî jî dest ji karê xwe berde. Barzanî, li ser ragihandina serxwebûna Kurdistanê jî got, êdî dema wê hatiye kurd qedera xwe diyar bike çimkî niha 90% kurdên Başûrê Kurdistanê alîgirên serxwebûnê ne. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beşdarî bernameya bi navê ";Amanpour"; a televîzyona CNN a Amerîkî bû ku îşev saet 9an bi dema Hewlêrê û ji aliyê pêşkêşkara navdar a amerîkî-îranî Kirîstiyan Emanpûr ve hat pêşkêşkirin. +Barzanî, li ser rewşa Iraqê axivî û ragihand, wî li ser êrişên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî agahdar kiribû lê Malikî guhdarî wî nekir. +Mesûd Barzanî anî ziman ku kurdan hemû hewlên xwe ji bona avakirina Iraqeke nû û demokratîk bikar anîn lê ew ezmûn serkeftî nebû û wiha got, ";Tiştên ku li Iraqê çêbûn ti xeletiyeke me tê de nebû. Iraq niha perçe bûye û eger em li paşeroja xwe piştrast nebin em tevlî ti şerekî nabin."; +Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vê yekê ku gelo kurd dê çawa qedera xwe diyar bike, got, êdî dema wê hatiye ku kurd biryara xwe ya dawî bide û eger dewleta kurdî jî were ragihandin 90%ê gelê kurd dê deng bide vê yekê. +Li ser rewşa bajarê Kerkûê jî Barzanî got, Kerkûkê di dîrokê de wek bajarekî Kurdistanî tê nasîn û niha ketiye bin kontrola kurdan û diyar kir, ew hazir in hurmeta encamên her referandomekê li ser qedera Kerkûkê bigirin, heta eger ew encam ne li gorî dilê kurdan jî be. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ti hêzeke îranî derbasî nav Kerkûkê nebûye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu jî li ser vê mijarê ragihand, agahiyên ku li ser şandina hêzên îranî jib o Kerkûkê hatine belavkirin nehatine piştrastkirin. +Çend roj berê hinek nûçe û agahî bi taybet ji aliyê saziyên sîxorî yên Amerîka hatin belavkirin ku Îranê komek pasdarên xwe ji bona piştevaniya Malikî û şerê li dijî DAIŞê şandiye Iraqê. +Lê di heman demê de hat gotin ku beşek ji wan pasdaran derbasî Kerkûkê bûne û li balafirxaneya Kerkûê hatine bicîhkirin. +Li ser vê yekê, serokê lêjneya ewlehiyê ya encumena parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine û yên ku ev xeber û agahiyên xelet belav kirine dixwazin xelkê bitirsînin û aloziyê çêbikin. +Eskerî ragihand, ti hêzeke biyanî nehatiye Kerkûkê û ew rê nadin ti hêzekê ku derbasî Kerkûkê bibe. +Ji aliyekî din, wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, îro piştî hevdîtina bi rayedarên turkmanên Iraqê re li Enqerê li ser îdiayên şandina pasdaran bo Kerkûkê got, ev agahî nehatine piştrastkirin lê nehat zanîn ka ev yek ji aliyê rayedarên îranî ve hatiye redkirin yan jî ji aliyê jêderên din ve. +Tê zanîn, piştî ku artêşa Iraqê ji ber çekdarên DAIŞê ji Kerkûkê vekişiya Kerkûk ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin. + +Bexda (Rûdaw)- Efserkî berê yê artêşa Iraqê dibêje ku bi sedema ezmûna gerîlayî ya dûr û dirêj, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tenê dîwar in li ber êrîşên DAÎŞê. + +Hikûmeta di çend rojên borî de kete şokê beramber jidestdana kontrolkirina duyem mezintirîn bajarê Iraqê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve. + +Bi dirêjiya nêzîkî 7 salan, hikûmeta Iraqê li 3 parêzgehên Iraqê, Diyale, Selahedîn û Enbarê bê serketin mijûlî şerê dijî terorê bû. + +Ev efserê ku niha şirovekarê asayişî ye, dibêje ku çekdarên DAÎŞê li navçeyên sivîl xwe vedişêrin û artêş nikare beramberî wan be li deverên wiha. Efser wiha diaxfie: ";Da ku ew kontrola wan navçeyan bike û gellek ziyanê negihîne hemwelatiyan, pêwîst e hikûmet şerê kolan bi kolan bike û yekeya leşkerî bi awayekî peya bişîne nav taxan."; + +Vî efserê ku ji Bexdayê diaxift û nexwest navê wî aşkere bibe, dibîne ku hinek ji berpirsên iraqî karekî baş kirine ku doza alîkariya hêzên pêşmergeyan kirin bo rûbirûbûna DAÎŞê, ji ber wek wî got ";Ezmûn, şarezayî û zanyariya baş a pêşmergeyan heye di şerê nav bajar de";. + +Ev efser dibîne ku hêzên pêşmerge, ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên fermadarkirin, hêzeke guncaw e ji bo rê li ber pêşketina çekdarên DAÎŞê bigire ";ji ber zanyariyên wan derbarê vê navçeyê de hene û ev navçe nêzîkî wan e";. + +Herwiha got ku girtina zû ya Mûsilê û navçeyên din ên bakurê rojavayê Iraqê ji aliyê DAÎŞê ve ";Wê yekê tekez dike ku taktîka leşkerî ya ajansa asayişî ya iraqî şaş e, ne bi bandor e û çavdêriya xwe nexistiye ser tevgera DAÎŞê";. + +Bajarê Mûsilê 400 km ji bakurê Bexdayê dûr e. Her ji dema ku artêşa iraqî cihên xwe vala kirin, cil û bergên xwe yên leşkerî dirandin û reviyan, dema pêşketina hêzên DAÎŞê, tirsîn û bêserûberî bi ser vî bajarî de kişiya. + +Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ketina Mûsilê bi ";dagîrkarina biyanî"; wesif kir û çekdarên DAÎŞê bi çekdarên biyanî û hemwelatiyên çend welatên cuda bi nav kir. +";Piştgiriya van grûpan dibe, lê divê niha em hêza xwe bidin ser şikandina wan û vegerandina welat bo ser rêya rast. Pişt re em dikarin lêkolînê li ser jêdera wan bikin."; Nuceyfî ev gotin derbarê wan daxuyaniyan de ragihand ku dibêjin piştgiriya navxweyî ya DAÎŞê heye. +Malikî, ev serokwezîrê ku cihê nakokiya Sunne, Kurd û hinek grûpên Şîa ye, xwest ku ";her kes dikare, bera çekan hilgire û berevaniyê li dijî DAÎŞê bike."; +Lê li Mûsilê diltengî beramber hikûmeta Malikî heye bêhtir jê weke ku ji çekdarên DAÎŞê heye. Gellek iraqî jî dipirsin çawa artêşa wan ku bi çekên giran amade bûye, beramber hêzeke çekdar a bi çekên sivik, ket û berevaniya xwe nekir?. + +Kobanî (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li herêma Kobanî li hev kirin û komîteyek ji bo berdana girtiyên Kurd ên di destê DAÎŞê de ava kirin. + +Duh êvarê li ser vexwendina şaxê ENKSê li Kobanî, her du encûmenên Kurdî li Kobanî li ofîsa ENKSê civiyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di civînê de her du encûmenan li hev kirin ku komîteyeke hevbeş bi navê xelkê herêma Kobanî ji 7 kesan were avakirin. + +Ew komîte wê kar û gotûbêjan ji bo guhertina dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê û asayişê bi hemû girtiyên Kobanî yên di destê DAÎŞê de bike. + +Zêdetirî 300 Kurdên ji herêma Kobanî li Munbicê û Reqayê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin ku di nava wan de zêdetirî 100 xwendekarên pola nehem hene, herwiha bi dehan dîlên DAÎŞê li cem YPGê û asayişê ku bi ser PYDê vet ê naskirin, li herêma Kobanî girtî ne. + +Her di heman civînê de, ENKS û EGRKê li hev kirin ku komîteyên wan yên xizmetan li hev bicivin û mijara anîna ava vexwarinê û elektrîkê ji Tirkiyê gotûbêj bikin. + +Her du encûmenên kurdî li Kobanî herwiha tekez kirin ku ewê di rojên pêş de hevdîtin û civînên xwe ji bo guhertina dîl û girtiyan û çareserkirina kêşeyên ava vexwarinê û elektrîkê û xizmeta xelkê herêma Kobanî berdewam bikin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê. + +John Kerry piştî serdana xwe ya Bexdayê hat Hewlêrê û dê ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirgeha Hewlêrê ragihand ku Kerry ji aliyê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku biryar e Kerry biçe ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê û li wir ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bicive. + +Herwiha biryar e berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Berhem Salih û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevlî wê civînê bibin. + +Mesûd Barzanî ji CNN re gotibû ku dema ew Kerry bibîne dê jê re bêje Kurd heta kengî wê wiha bimînin. + +Li gor çavkaniya zaniyariyên Rûdawê, Barzanî wê bi aşkere ji Kerry re bêje ku Kurd qebûl nake Malikî car din bibe serokwezîrê Iraqê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê bi dawî hat. + +Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, berpirsê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih ligel çend berpirsên din ên hikûmeta Herêma Kuristanê beşdar in. + +Di civînê de her du aliyan derbarê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj kirin. + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihmed Hacî Mehmûd ligel pêşmergeyên partiya xwe ber bi bajarê Kerkûkê ve birêket û biryar e ji bo piştgirîkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bigihin rêzên pêş ên eniya şer. + +Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdan û artêşa Iraqê li wan navçeyan şikest û derket ku nikare li wan navçeyan bimîne";. + +Mehmûd herwiha got ";Niha pêşmerge li wan navçeyane ku bi salane xewina wan didît, lewra divê îro em hemû bibin pêşmerge ji bo prastina navçeyên Kurdistanê";. + +Pêşmergeyên PSDKê ji 500 pêşmergeyan pêkt tên û îro 24/6/2014 saet 8ê sibehê ji gundê Qedefer ê navçeya Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve birêketin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê civiya. + +Berî destpêkirina civîna ku li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê birêveçû, Kerry di deftera bîreweriyan de ev tişt nivîsand: + +";Keyfxweşiyeke mezine ku min serdana Kurdistana Iraqê kir. Spas ji bo serok Mesûd Barzanî ji bo vê pêşwaziya gerim. Bi rastî ev pêşketinên ku bi dest hatine cihê matmayîbûnê ye";. + + + +Qendîl (Rûdaw)- Du balafirên Tirkiyê îro berî nîvro li ezmana Qendîlê û bi taybet li serê çiyayê Kurtek firiyan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku heta niha her du balafirên ti bombe ne avêtine û bi tenê li ezman difirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Xortekî din ê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve hat bidarvekirin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ciwanê Kurd ê bi navê Hêmin Birawendî di zindana navendî ya Nexede de hat bidarvekirin. + +Hêmin Birawendî ku xortekî 25 salî yê xelkê navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê bû, heta niha sûca ku ji ber wê hatiye bidarvekirin nediyar e. + +Çalakvanên mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku 70% ji cezayên bidarvekirinê bi awayekî nihênî û veşartî tên bicîkirin. Herwiha diyar dikin ku desthilatdarên Îranê nûçe û navê kesên ku tên bidarvekirin aşkere nake. + +Şingal (Rûdaw)- Li navçeya Um el-Şebabît li başûrê rojhilatê parêzgeha Neynewayê şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û nêzîkî saetekê domand. + +Di encama wî şerî de 4 pêşmerge sivik birîndar bûn û çend çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn. + +Berpirsê şaxê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê Serbest Babîrî ji Rûdawê re ragihand ku ";di wî şerî de 4 pêşmerge birîndar bûn lê ti metirsî li ser jiyana wan nîne, hêzên pêşmerge jî karîn çend çekdarên DAÎŞê bikujin û çendekan jî birîndar bikin, piştî şer çekdarên DAÎŞê reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin";. + +Fermandariya Spîlkê û fîrqeya 1 a zêrevanî di şerê li navçeya Um el-Şebabît de beşdar nûm û ji bo parastina sînorê Şingalê bi moraleke bilind ji bo her rûbirûbûnekê amade ne. + +Dihok (Rûdaw)- Piştî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê biryar da ku sendoqa alîkariyan bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge bên danan, li parêzgeha Dihokê sendoqk bo vê mebestê hat danan. + +Li parêzgeha Dihokê parêzgar ligel komîteya bilind a qeyranan civiya û komîteyek bi navê Komîteya Karên Endazeyî pêkanîn bo şopanind, peydakirina, serpiriştiya parvekirina kelûpelên leşkrî bi piştgiriya karta leşkerî. + +Parêzgarê Dihokê, Ferhad Ertoşî got: ";Îro em ligel belênderan civiyan û nêzîk 250 hezar dolar hatin komkirin."; + +Li parêzgeha Dihokê 685 kompaniya û belênder hene û di vê civînê de tenê 39 şirket û belênder hatibûn vexwendin. + +Serokê şaxê Dihokê ya Yekîtiya Belênderan da zanîn ku: ";Îro me nêzîk 250 hezar dolar kom kirin û em dê berdewam bin li ser piştgiraiy xwe û tişa ji me bê xwestin emê bikin."; + + +ل باژێرێ دهۆكێ رێزا ترۆمبیلێن نوبهتا وهرگرتنا بانزینى بهرچاڤترین دیمهنێ پشتى قهیرانا بانزینى نه، لێ سیهـ كیلومهترا ل باشوورێ باژێرى بهرچاڤترین دیمهنێ سهر جادان دۆلكێن بانزینى نه كو ب شیوێ بازرگانى دهێته فرۆتن، بو هندهك گهنجان بوویه دهلیڤهكا كارى. +ئهوێ زارۆك +ل پارێزگهها دهۆكێ فرۆتنا بانزینا بازرگانى قهدهغهیه، لێ ل دهڤهرێن كوردستانى یێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستانێ ئاسایى یه، بهلێ نهپاقژیا بانزینى ناكوكیا شوفێر و بانزین فرۆشانه. +ئهوێ مهزن +سازیێن ههرێما كوردستانێ دبێژن رێوشوینێن پێدڤى دگرنه بهر بۆ رێگرتنێ ل چوونا بانزینى ب قهچاغى.. بهلێ بانزین فرۆشت دیار دكهن كو ژێدهرێ بانزینێ وان ژى باژێرێن ههرێما كوردستانێ نه +خودانێ بانزینخانێ +قهیرانا بانزینى ل كوردستانێ پشتى رویدانێن مووسل سهرهلدایه، نهمازه ل دهۆكێ كو بههرا وێ یا بێجى هاته برین پتر ژ 200 ههزار پهنابهر ژى هاتنه سنوورێ پارێزگههێ. + + +ژبەر رەوشا دەڤەرێن موسل و دروستبونا قەیرانا پەنزینێ وەلاتی ب رێژەیەكا زور زێدەتر ژ پێدڤێن خوە كەرەستێن خوارنی دكرن، فروشكارەك دبێژیت، قەیرنا پەنزینی كارتێكرن ل هەمی ژیانی كریە. +تێكست +نوكە زوربەیا خەلكی دەما قەستا بازاری دكەن هەولدەن زێدەی پێداویستیا خوە كەلو پەلێن خوارنێ بكرن، هەتا ئەڤ چەندە بویە دیاردە ...... +1..حەجی رەسول سەلیم: هاونیشتیمانی +دبێژن دراڤێ سپی بو روژا رەشە بەلێ خەلك دبێژن حكومەتا هەرێما كوردستانێ هێشتا نەشیایە بو وەلاتێن خوە دقەیرانا دا چ دراڤێن سپی بكاربینت هزر د یەدەك كرنا چ تشتادا نەكریە...... +2..حەجی غەربی: هاونیشتیمانی +ل گوری گوتنێن فروشیارا كو بهایێ چكەل و پەلا بەرڤ زێدەبونێ نەچویە +4.ئێحسان ئەمین: فروشیار +هند قەیران ل ناڤ بازارێ كوردستانێ هەنە وەكو (نەبونا بەنزین و غاز هندەك ئاهێن خوارنێ لێ خەلك دڤێ بارودوغی دا ئیمناهیا خوە گرنگتر دبینن ل هەرتشتەكێ + +Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Kewirgoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, wênegir û rojnamevanê Kurd Ferhad Bilbas di bin navê ";Kamîra min nikare giriyê zarokên we rawestîne lê ligel wan digirî "; de pêşangehek wêneyan vekir. + +Di vê pêşangeha de, gelek wêne li ser destpêka qeyrana penaberiya Kurdên Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin raxistin, herwiha çend wêne li ser awayê ku penaber jiyana xwe pê derbas dikin hatin pîşandan, penaber jî li hember vê yekê keyfxweş bûn. + +Yek ji hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ku di pêşangehê de amade bû diyar kir ku pêşangehên wiha pêwîste ku li nav parêzgehên Başûrê Kurdistanê werin vekirin da ku hemwelatiyên Başûr hest bi êş û azarên penaberên Rojava bikin. + +Ev pêşangeh tenê yek rojî domand, lê li gor gotinên xwediyê pêşangehê, ewê di rojên bê de gelek pêşangehan li nav hemû kampên din ;n penaberên Rojava veke. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. + +Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih amade bûn. + +Lê serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed tevlî civînê nebû. + +Çavkaniyekê ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";pêwîst nake serokê parlamentê tevlî wan civînan bibe, ji ber ev ne karê parlamentoyê ye wek dezgeheke yasdanînê";. + +Li welatên din jî serokê parlamentoyê tevlî civînên wiha nabe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Amerîka John Kerry piştî civîneke berfereh, civîneke du alî ku 20 deqeyan domand li dar xistin. + +Îro John Kerry bi serdanekê gihişte Herêma Kurdistanê û li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Mesûd Barzanî civiya. + +Di destpêkê de Kerry û Barzanî tevlî civîneke berfereh bûn bi amadebûna şandên her du aliyan. Ji aliyê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî, Newşîrwan Mistefa û Berhem Salih beşdar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî wê civîna berfereh, Barzanî û Kerry bi tenê li hev civiyan. + +Peyamnêrê Rûdaw aşkere kir ku Barzanî ji Kerry re gotiye ku riyalîtiyeke nû li Iraqê çêbûye û Kurd mafê wî heye biryarê li ser parşeroja xwe bide di vê qonaxa nû de. + +Sine (Rûdaw) – Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li Meclisa Îranê de Hamid Qadirmerzî li dijî dabeşbûna Îranê bi ser 5 herêman de nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev karekî siyasî ye. + +Hikûmeta Îranê duh ragihand, welat dê bi ser 5 herêman de were dabeşkirin û ev yek jî ji bona ";lihevnêzîkkirina gel û kulturan"; û ";hêsantî di birêvebirinê"; de tê kirin. + +Li gorî vê pilana komara îslamî, her 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji hev tên veqetandin û 2 parêzgeh bi ser herêmekê û 2 parêzgeh jî bi ser herêmek din ve tên dabeşkirin. + +Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine li Meclisa Îranê de, Hamid Qadirmerzî li ser dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de got, dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de siyasî ye ji ber ku xelkê Sine ti têkiliyeke wan bi xelkê parêzgeha Erdebîlê (hemû azerî ne) re tine lê xelkê parêzgeha Sine dikarin bi xelkê parêzgehên mîna Hemedan, Kirmaşan û Îlamê re bidin û bistînin. + +Li gorî nexşeya siyasî ya nû ya Îranê, parêzgeha Sine bi parêzgehên Ormiye, Tewrêz, Zencan, Erdebîl û Gîlanê re di nav herêmekê de cîh digirin. + +Hamid Qadirmerzî, her wiha ragihand, li gorî wan lêkolînên ku sala 1996an hatine kirin Îran bi ser 10 deveran hatiye dabeşkirin ku di warê kulturî û civakî de xalên wan ên hevbeş pir in. + +Li gorî nexşeya sala 1996an, parêzgeha Sine ketibû nav parêzgehên mîna Kirmaşan, Îlam û Loristanê ku hemû dikevin qontara çiyayên Zagrosê. + +Li gorî wî nûnerê kurd, dabeşkirina dubare ya Îranê tenê serwet û dewlemendiya welêt bi heder dide. + +Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Îranê, Cevad Nasiriyan duh gotibû, hikûmet pilanek daniye ku li gorî wê Îran dê bibe 5 herêman ku her herêmek dê bixwe xwe birêve bibe. + +Li gorî agahiyên wî rayedarê îranî, ew 5 herêm bi vî rengî ne: + +Herêma 1: Tehran, Qezvîn, Mazenderan, Sêmnan, Gulistan, Elborz, Qom +Herêma 2: Îsfehan, Fars, Bûşêhr, Çarmehal û Bextiyarî, Hormozgan, Kohkîloyê û Boyîr Ehmed +Herêma 3: Tewrêz, Ormiye, Erdebîl, Zencan, Gîlan, Sine +Herêma 4: Kirmaşan, Îlam, Loristan, Hemedan, Merkezî, Xûzêstan +Herêma 5: Xorasana Rezevî, Xorasana Başûr, Xorasana Bakûr, Kêrman, Yezd, Sîstan û Belûçistan + +Îran ji 31 parêzgeh (bi farsî Ostan), 394 navçe, 973 bajarok û hezar û 133 nahiyeyan pêk hatiye. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Encumena bajarê Kerkûkê, Munîr Qafilî ku kesekî turkman e, di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. + +Peyamnêrê Rûdawê yê Kerkûkê ragihand, serokê encumena bajarê Kerkûkê Munîr Qafilî îro li taxa Eskerî ya bajêr rastî êrişa çekdaran hat. + +Li gorî agahiyan, Munîr Qafilî ku turkman e di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. + +Lê heta niha nayê zanîn ka Qafilî ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye kuştin. + +Enqere (Rûdaw)- Piştî gefên rêkxistinên tundraw li ser Kurdistanê zêdbûn û rêkxistina DAÎŞê êrîşên xwe li ser Kurdistanê zêdekirin Di nav rêkxistin û aliyên siyasî yên kurdan de gotarên li ser yekîtiya Kurdan jî zêdetir bûn. hem di nav siyasetmedar û serkirdeyên Kurdan de hem jî di nav raya giştî ya Kurdistanê de baweriyeke mezin ava bûye ku divê Kurd bi yekîtiyeke xurt û mayînde bibine bersiv ji bo êrîşên hemû aliyan. + +Demek berî niha di nav torên medyayê de nûçe û gotar li ser alozî û gengeşeya di navbera PKK û PDKê belav dibûn, ev demeke ev nûçe û gotaran ciyê xwe hêlaye şûna peyamên yekîtî û pêwîstiya tifaqa Kurdan. + +Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed jî yekîtî û hevalbendiya Kurdan weke mercekî sereke yê serkeftina gelê Kurdistanê dibîne. + +Ebdilselam Ahmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn tê pêş. Divê kurd jî hazir bin, li gor vê berpirsyariya dîrokî nêzîkî hev bibin û bigehin tifaqa, bi hev re karibin vê erîş û tofana ku bi ser heremê de tê em bi sekinîn in";. + +Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî daxwaz dikin ku nakokiyên di navbera partî û rêkxistinên Kurdan de ji holê bêne rakirin û ji çespandina yekîtiya Kurdan kongreya netewî jî bê damezrandin. + +Parlamenterê HDPê Halîl Aksoy ji Rûdawê re ragihand ";Lazime her çar parçê Kurdistanê yekîtiya xwe seranser û bi israr îlan bike. heke eva ne qediya aniha ji bo statûya xwe û ji bo azadiya xwe Kurd herî zêde nêzîkî azadiyê ne. Wê ev ê firsendê ev derfetê ji destê xwe birevîn e";. + +Mêrdîn (Rûdaw) – ";Zilamê herî dirêj"; ê cîhanê, Sultan Kosen ragihand, hevjîna wî ku çend roj berê ji bo şîna apê xwe çûbû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber girtîbûna deriyê sînor nikare vegere. Kosen ji waliyê Mêrdînê alîkarî xwest. + +Xortê kurd ê bi navê Sultan Kosen, ku bi bejna xwe ya 2.51 metre wek zilamê herî dirêj ê cîhanê ketiye pirtûka rekoran a Guinessê, Cotmeha par bi keça ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Merwe re zewicîbû. + +Sultan Kosen, îro got ku hevjîna wî nêzîkî 2 hefte berê ji bona şîna apê xwe çûye bajarê Qamişlo lê dema xwestiye vegere deriyê sînorî yê navbera Qamişlo û Nisêbînê girtî bûye lewma nekariye vegere. + +Kosen, ji waliyê Mêrdînê Mustefa Taşkesan xwest alîkarî wî bike da ku hejîna vegere mal çimkî ew nikare bê wê bijî. + +Hat zanîn, waliyê Mêrdînê jî soza alîkariyê daye Sultan Kosen. + +Hewlêr (Rûdaw)- Pirsa Dewleta Kurdî axaftina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû li pêşiya wezîrê derve yê Amerîka John Kerry, lê Amerîka di wê baweriyê de ye ku dem hîn zûye vê xwestekê ji Kurdan re îmze bike. Kurd jî daxwaz ji Amerîka kiriye helwesta xwe li hember Dewleta Kurdî biguhere. + +Rûdaw ji çavkaniyên nav civîna şanda kurdî û wezîrê derve yê Amerîka zaniye ku Kurd amade nebûn bikevine bin barê daxwazên Amerîka ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê û serkirdatiya Kurd gotiye vê carê divê mercên Kurdan bên bicîkirin. + +Sîdekan (Rûdaw)- Artêşa Îranê zozanên Hornê û Bêrmesardî yên navçeya Sîdekan a girêdayê parêzgeha Hewlêrê topbaran dike. + +Şahidekî topbaranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku topek li nav malan ketiye. + +Ji ber topbaranê tirs ketiye nav şivan û cotyarên zozanên Sîdekanê. + +Rebîhe (Rûdaw)- Du teqîn li ser rêya di navbera bajarokê Rebîhe û bajarokê Şingalê yên girêdayî parêzgeha Neynewayê çêbûn û di encam de 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. + +Çavkaniyeke leşkerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 2 bombeyên vedayî li ser rêya di navbera Rebîhe û Şingalê de teqiyan. + +Çavkaniyê diyar kir ku pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Efserek û 2 leşkerên Îranê di encama êrîşa çekdarên nenas li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê de hatin kuştin. Herwiha li nêzîk çiyayê Şaho 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîlayên PKKê şehîd bûn. + +Ajansa Faris a fermî li ser zarê rêveberê ewlekariya Kirmaşanê Şehryar Heyderî belav kiriye ku ew efser û leşker şeva borî li navçeyeke parêzgeha Kirmaşanê hatin kuştin. + +Li gor nûçeya ajansa Mehr, di êrîşa ku li navçeya Tazawe ya girêdayî bajarê Selasî Bawecanî ya Kirmaşanê de pêk hat, fermandarek bi navê Şarox Muradî, cîgirê fermandar Bêhzab Qelhe û leşkerek bi navê Bîjen Fexrî ku hemû jî Kurdin, hatin kuştin. + +Heta niha ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê ne girtiye stûyê xwe û rêveberê ewlekariya Kirmaşanê jî ti alî tometbar nekir. + +Li gor malperên Rojhilatê Kurdistanê, roja duşemê 23/6/2014, li nêzîk çiyayê Şaho, şer di navbera gerîlayên PKK û pasdarên Îranê de derket. Di encama şer de 5 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 gerîla şehîd bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dixwest sekirdatiya Kurd li Bexdayê bibîne, lê Barzanî daxwaza wî qebûl nekir. + +John Kerry roja duşemê serdana Bexdayê kir û ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, cîgirê serokwezîrê Iraqê Salih Mutleg û wezîrê derve Hoşyar Zêbarî civiya. + +Li Bexdayê Kerry daxwaz kiribû ku şandeke Herêma Kurdistanê bibîne. + +Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê daxwaz kiribû ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih bên Bexdayê ji bo dîtina Kerry, lê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev yek red û ji Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih xwest ku neçin. + +Ji ber ku Barzanî qebûl nekir, Kerry rojek di ser serdana xwe re zêde kir û hate Herêma Kurdistanê. + +Kerry ji ber rewşa xirab a ewlekariyê li Bexdayê roja duşemê bi şevê çû Urdunê û li wir xew kir. Roja din Kerry hate Herêma Kurdistanê û ligel serkirdatiya Kurd civiya. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê sibê pêncşemê 26/6/2014 li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serdana Tirkiyê bike. + +Li gor nûçeya ajansa Andolu, guhertinên dawî li Iraqê û pêşketina çekdarên DAÎŞê li Iraqê wê mijara sereke ya hevdîtina Barzanî û Erdogan be. + +Herwiha Barzanî û Erdogan wê derbarê çareserkirina krîza niha ya Iraqê de jî gotûbêjan bikin. + +Di hevdîtinê navber her du aliyan de wê mijarên têkildarê Herêma Kurdistan, Tirkiyê û navçeyê bi giştî bên gotûbêjkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Washington Post a Amerîkî belavkir ku 150 kes ji Herêma Kurdistanê tevlî rêixtins radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bûne û ji wan 50 kes ji Helebce ne. +Washington Post di raportekê de dibêje ku berpirsên îstixbaratî yên Kurd tirsa wan ji wê yekê heye ku serkeftinên DAÎŞê bala hejmareke zêdetir ji xortên Kurdistanê bikşîne xwe û bi vê yekê nêrîn û hizra radîkal bînin nava Kurdistanê. +Berpirsekî îstixbaratî yê Kurd ku nexwestiye navê wî bê aşkere kirin ji rojnameya navborî re gotiye ku li nava Helebce şanên çalak ên DAÎŞê hene û ew berê xwe didin xotrên bêzar û bêkar û tikiliyê bi wan re dikin da ku tevlî DAÎŞê bibin. +Wî berpirsî aşkere kir ku yek ji wan fermanderên DAÎŞê yên li himber Pêşmerge li sînorê Kerkûkê rawestane ji xelkê Helebce ye û navê wî ";Merîwan Helebceyî"; ye. +Yek ji wan xortin ku tevlî DAÎŞê bûye û niha li Mûsilê ye, temenê wî 16 salî ye û rojnameya ew bi navê ";Z"; daye naskirin, malbata wî ji rojnameya Washington Post re ragihand ku ";Berî niha kurê me ne olperwer bû û serdana mizgeftê nedkirin û pora xwe jî li ser modêlê çêdikir lê di demên dawiyê de ew hat guhrtin";. +Herwiha malbatê aşkere diyar kir ku di meha Gulanê ya vê salê de, wan zanî ku kurê wan ligel hevalekî xwe tevlî DAÎŞê bûne. +Kesekî nêzîk ";Z"; ji Washington Post re dibêje ku wî peywendî bi ";Z"; re kiriye û jê re gotiye vegere nav xweşk û birayên xwe. +Herwiha wî kesî ji ";Z"; re gotiye: ";Eger kesek bixwaze destdirêjiyê li malbata te bike, tê çi bike?"; di bersivê de ";Z"; gotiye: ";Çendîn endamên me li Helebce hene û em nahêlin ew tişt çêbibe."; + +Kerkûk (Rûdaw)- Xwekujekî li nava bazara Rehîmawe li bajarê Kerkûkê xwe teqand û di encam de herî kêm 3 kesan jiyana xwe jidest dan û bi 10an kes birîndar bûn. +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Kerkûkê ragihand ku: ";Îro, demjimêr 18:15 xwekujekî bi piştîneyek bombekirî xwe li bazara Rehîmawe, ku bazae çek û teqmeniyan e, xwe teqand."; +Peyamnêrê Rûdawê got jî: ";Li gor amarên destpêkê, di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe jidest dan, 2 kes ji wan endamên asayişê ne û yê din jî zarokekî 10 salî ye"; herwiha peyamnêrê me da zanîn ku bi 10an kes jî birîndar bûne. +Rêveberê binkeya polîsên Rehîmawe, Xalib Teha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku: ";Xwekuj di nava xelkê de hat dîtin û berî ku hêzên ewlekariyê wî bigirin xwe teqand."; +Li gor gotina peyamnêrê Rûdawê, niha hêzeke mezin a ewlekarî li cihê teqînê ye û hewla kontrolkirina rewşê didin, herwiha li bi riya mizgeftan jî daxwaz ji xelkê tê kirin ku verê xwe bidin nexweşxaneyan û xwîna xwe bidin bo birîndaran. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeyên Hemedaniye û Qereqoş yên ser bi parêzgeha Neynewa ve şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê de derket, çavkaniyekê ji Hêzên Zêrevan jî ragihand ku çekdarên DAÎŞê rastî şikestineke mezin hatine. +Çavkaniyekê ji Hêzên Zêrevanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ev nêzîk 2 demjimêran e ku çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li Neynewa ji 3 aliyan ve êrîşî Hêzên Pêşmerge dikin."; +Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkere kirin da zanîn jî ku di vî şerî de çekdarên radîkal ên DAÎŞê rastî şikestinek mezin hatine. +Heman çavkaniyê amaje kir ku ";Di wî şerî de 3 Pêşmerge ji Hêzên Komandos ên ser bi Hêzên Zêrevanî vê birîndar bûn û çendîn çekdar jî hatin kuştin û birîndar kirin."; +Çavkaniyê aşkere kir jî ku rêxistina DAÎŞê çekdarên xwe kom kirine û ";Pêşbînî tê kirin ku li navçeyên din ên parêzgeha Neynewa êrîşî Hêzê Pêşmerge bikin."; + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweserî ya Kantona Cizîrê Rêzan Gelo bang li hemwelatiyên bajarê Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi gotina wî ne kevin xefka komplogeran. +Gelo ji malpereke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK re got ku bûyerên Amûdê ji hêzên derve hatibûn pilankirin û got: " Ji bo ku bûyerên wekî vê neyên dûbarekirin, divê hemû ciwanên Amûdê û malbatên qurbaniyan hişyar bin û li gorî tu aliyan tev negerin û nebin amûr di destê kesî de. " +Di bûyerên Amûdê de ku roja 27ê hezîrana 2013an qewimîn, 6 sivîlên xelkê bajêr bi guleyên asayiş û YPGê canê xwe ji dest dabûn, lê heta niha ti lêkolîneke cidî û serbixwe derbarê sedema wan bûyeran de çênebûye. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di cîvîna xwe ya dawî de biryar dabû ku salvegera van bûyeran bi meşek bêdang heta ser gorên bê vejandin. +Herwiha rêxistinên 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê biryar dane ku roja 28ê hezîranê bi xwepêşandanekê li bajarê Dortmond yê Almaniya ev bûyerên Amûdê bên libîranîn. +Siba roja pêncşemê jî xwepêşandanek li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ji bo libîranîna heman bûyerên Amûdê birêve diçe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku, ji aliyê gundên Ereban li başûrê bajarê Tirbesipyê li Rojavayê Kurdistan, qaçaxçî bi rengekî çalak genim derbasî Iraqê dikin û vê yekê hiştiye nirxê genim û ceh di rojên dawî de gellekî bilind bibe, het nirxê yek ton ceh ji 24 hezar lîreyên Sûrî bigihe 32 hezar lîreyan, û piştî cotyaran tona genimê xwe bi nirxê 38 hezaran firotin bazirganan, niha nirxê tona gennim gihaye 43 hezar lîreyên Sûrî. + +Çavkaniyê tekez kir ku, genim ji gundewarên Başûrê Tirbesipyê yên di bin kontrola hêzên Islamî û hozên Erebî de ji bo Iraq tê derbaskirin, û ji ber vê yekê nirxê genim û ceh bi rengekî nişkave bilind bûye. + +Berî niha Hikûmeta Sûrî astê nirxê kirrîna tona genim bi 45 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kir, û nirxê kirîna tona ceh bi 35 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kir, lê merc danî ber cotyaran ku, genimê xwe bînin bajarê Qamişlo û li navenda serekî ya kirîna liban ya ser bi rejîmê ve wê berhemên wan bên kirrîn. + +Herwiha mercekî din danî ber cotyaran, û daxwaz ji wan kir ku berhemên xwe ji genim û cih bi çewalên nû bînin navenda kirrînê, û ji ber van mercan û bi sedema buhabûna kirya barkirin û guhestina berheman, û bihabûna nirxê çewalên vala yên nû, cotyar neçar bûn berhemên xwe bifroşin bazirganan, bi nirxekî gellekî erzantir ji nirxê ku Hikûmetê destnîşan kiribû, û li gorî axaftina heman çavkaniyê, bazirganan tona gennim û ceh bi 10 hezarên kêm ji cotyaran kirrîn. + +Niha jî ew bazirganên ku berhemên cotyaran bi erzanî kirrîn, wan berheman bi qaçaxî derbasî Iraq dikin, û ev mesele dihêle ku yedekê genim li Sûrya û bi taybet li navçeya kurdî kêm bibe û buha bibe, û di encamê de ziyanek gellekî mezin digê xelkê, bi taybet ewên pez xwedî dikin ziyaneke mezin li wan dibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzekê ji Asayişa Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Paratina Gel (YPG) , ku bi ser PYD ve tên naskirin, avêtin ser ofîsa şaxê Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û ji berpirsê ofîsê Bedran Misto gotin ku divê ew di çarçoevya 24 seatan de ji Kantona Cezîrê derkeve. +Endamê Polîtburoya PYKS, Fuad Elîko di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, di dema ku şaxê PYKS li Serê Kaniyê dixwest simînarekê derbarê projeya Kembera Erebî de lidar bixe, hêzek ji asayiş û YPG avêtin li ser ofîsê."; +Fuad Elîko got jî ku: ";Hevalên me maseyek danabûn û li sera ala Kurdistan û ala şoreşa Sûriyê danabûn, lê hêzên asayişê ji wan re gotin ku divê alîa şoreşê rakin, ji ber ku ew ala xayînan e."; +Fuad Elîko diyar kir ku asayişa PYD ji berpirsê ofîsa wan li Serê Kaniyê, Bedran Misto xwestine ku arma PYKS ji ser ofîsê bîne xwar û ofîsê bigire ";Lê Bedran Misto ev yek red kir, lewma wê hêzê arma PYKS anîn xwar û ofîs girtin."; +Herwiha Elîko aşkere kir ku wê hêza hevbeş a asayişê û YPG ji Bedran Misto re gotin ku pêwîste di çarçoveya 24 saetn de ji Kantona Cezîrê derkeve ";Lê wî ev yek jî red kir û got ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve."; +Derbarê sedemên li piştî vê bûyera han de derheqê ofîsa PYKS li Serê Kaniyê wî endamê poîtburoya PYKS wiha got: ";PYD dixwaze bi zora hêzê îdareya xwe li ser Tevgera Kurdî bisepîne, me dizanî dê piştî guvaşên li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) dê PYD guvaşê bixe ser partiyên din jî da em îdareya wê qebûl bikin, lê em vê yekê qebûl nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Tenê çend saet di ser serdana wezîrê derve yê Amerîka John Kerry bo Hewlêrê re derbas bûn û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şandeke rêkir Washingtoinê da ku peyama dawî ya Kurdan li ser paşeroja Iraqê bigihîne Koşka Spî. + +Niha Kurd ligel Washingtoinê bi germî li ser xetê ye da ku jê re bêje ku êdî têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê nemaye û sînorê Herêma Kurdistanê jî ne heman sînorê berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞê ve ye. + +Kurd xema wê yekê dixwe ku kî wê bibe bavê Iraqa nû, ji ber bi aşkere ji Amerîka re hatiye gotin ku divê bizanibin êdî nabe Malikî ji Bexdayê hukmê Iraqê bike. + +Niha trafîkeke siyasî li balafirgeha Hewlêrê çêbûye ku ji wî aliyê dinyayê tên da ku Kurdan razî bikin destê Iraqê bigre û ji şerê Sune û Şîa rizgar bike. + +Kurd jî dibêjin ";Divê vê carê ez mala xwe ji wî agirî biparêzim, înca eger ez bikaribim ezê alîkariya Iraqê bikim ku ev 11 salin ez bi nerehetî ligel dijîm û hemû alîkariyên min li dijî min bi kar aniye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- 27emîn salvegera kîmyabranakirina bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê wê li bajarê Hewlêrê bi merasîmekê were bibîranîn. + +Merasîma bîranîna kîmyabarana Serdeştê wê roja şemiyê 28/6/2014 bi beşdariya qurbaniyên kîmyabaranê ku dê ji Serdeştê werin, wê li Hewlêrê birêvebiçe. + +Li gor daxuyaniyeke rêxistina ";Kurdistan bê Cenosayd";, merasîma bîranînê wê saet 2.30 piştî nîvro bi dema Hewlêrê, li hotela Çrwaçira destpêbike. + +Roja 28/6/1987 bajarê Serdeştê ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hat kîmyabarankirin. Li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê di encama kîmyabaranê de 109 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn. + +Encûmena bergiriyê li mafê kîmyabarana Serdeştê dibêje ku nêzîkî 120 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague wê sibê înê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel rayedarên Kurdistanê bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wezîrê derve yê Berîtanya wê sibê serdana Hewlêrê bike û ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike. + +Serdana Hague piştî 3 rojan ji serdana wezîrê derve yê Ameîrka John Kerry tê ku roja sêşemê li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd civiya. + +Duh jî hat aşkerekirin ku Barzanî şandeke rêkiriye Washingtonê ji bo ku peyama dawî ya Kurdan bigihîne rayedarên Amerîkayê. + +Rûdaw (Hewlêr)-Komîteya pewendiyên derve yaEncûmenaNşitmaniy aKurd (ENKS) liSerêKaniyê komîteyek saz kir daku derbarê briyara derkirina endamêPartiyaYekîtiyaKurd li Sûriyê (PYKS)Bedran Misto ligel berpirsên YPGê bicive. +Endamekî komîteyê jiToraMediyayî yaRûdawêre ragihand ku ewêîro, Pêcşemê, ligel berpirsêYPGêHisênKoçerbicivin da ku vêbiriyarê behs bikin. +Duh, Çarşemê, hêzekê ji asayşaRojavayêKurdistanê ûYekîneyênParastinaGel "YPGê", k user bi PYD ve tên zanîn, avêtin ser ofîsa şaxêSerêKaniyê yaPartiyaYekîtiya Kurd liSûriyê (PYKS) û ji berpirsê ofîsêBedranMisto re gotin ku divê ew di nava 24 saetan de jiKantonaCezîrê derkeve. +Endamê polîtiburoyaPYKSê,FuwadElîko di daxuyaniyekê de jiToraMediyayî yaRûdawê re ragihand, duh di dema ku şaxê PYKSêliSerêKaniyê dixwest semînarekê derbarê projeya kembera erebî de lidar bixe, hêzek jiAsayiş ûYPGê avêtin li ser ofîsê." +FuwadElîko got jî, "hevalên me maseyek danabûn û li serêalaKurdistan û ala şoreşaSûriyê danabûn, lê hêzênAsayişê ji wan re gotin ku divê ala şoreşê rakin, ji ber ku ew ala xayînane." +FuwadElîko diyar kir kuAsayişê berpirsê ofîsa wan liSerêKaniyê,BedranMisto xwestine ku armaPYKSêji ser ofîsê bîne xwar û ofîsê bigire "lêBedranMisto ev yek red kir, lewma wê hêzê armaPYKSêanîn xwar û ofîs girtin." +Ji aliyê xwe ve berpirsê ofîsa PYKSê BedranMistoku ji wî hatiye xwestin ji Kantona Cezîrê derkeve, ji Rûdawêretekez kir ku ew vê biryarê red dike û ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve. +Di dema tevlîbûna bultena Rûdawê de, Misto diyar kir ku ev biryar li dijî yekrêziya gelê kurd e û nakokiyan gur dike û got di vê qonaxê depêwîstekurd ji derve vegerin Rojavayê Kurdistanê ne ku ji Rojavayê Kurdistanê derkevin derve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Enqereyê ye, îro serê sibehê ligel wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yên Tirkiyê civiya. + +Berî civîna xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê enerjiyê Taner Yildiz civiya. + +Li gor medyaya Tirkiyê, di civînê de ku saet 9ê sibehê pêk hat, serokê MÎTê Hakan Fîdan û şêwirmendê wezîrê derve Feridun Sinirlioglu jî amade bûn. + +Biryar e îro saet 11ê berî nîvro Nêçîrvan Barzanî û Receb Teyib Erdogan bicivin û derbarê rewşa niha ya Iraqê de gotûbêjan bikin. + +Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî çû Enqereyê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramê ragihand ku Herêma Kurdistanê biniyaze heta dawiya vê salê rojane 1 milyon bermîl ji petrola xwe bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê. +Aşti Hewramî di daxuyaniyekê de bo ajansa Reutersê ragihand ku, di bernameya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku heta dawiya vê salê rojane 1 milyon bermîl petrol bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê jî. +Hewramî ragihand jî ku, her danûstandinek ligel hikûmeta Iraqê pêwîste li ser bingeha rewşa niha be û pîvan ne heman pîvanên berê bin. +Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê ";Amade ye dahata her barek petrol ligel hikûmeta Iraqê parve bike."; + +Rûdaw (Hewlêr)-Li rojavayê Herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê teqînek li nêzîk xaleke kontrolê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) çêbû. +Duh, çarşemê, li rojavayê herêma Kobanî, motorekî bombekirî bi dedora300 metroyan nêzîkî rêbenda YPGê ya li gundê Qinê ku ew nêzîkî bajarokê Şiyûx e teqiya. +Di encama teqîna motor de, herdu kesên ku lê siwar bibûn, yek hatibû kuştin û yek jî bi giranî birîndar bibû û ew di nexweşxaneyeke bajarê Kobanî de tê dermankirin. +Li gor ku navenda ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Rûdawê re got, YPGê texmîn kiribûn, ku wê ew motor xwe li ser rêbenda wan li gundê Qinê biteqîne, ji ber wê, pêş ku motor bighêje rêbenda wan, YPGê gule berda bûn motor û herdu siwarên wî, pêş ku ew bighêjin rêbenda YPGê, motor hatibû teqandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di şer û pevçûnên li bajarokê Taze li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê de, efserekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn. + +Çavkaniyeke agehdar ji parêzgeha Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî li bajarokê Taze li nêzîk projeya avê, şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket. + +Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku di wî şerî de neqîbekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn. + +Çavkaniyê herwiha got ku niha şer rawestiyaye, lê car car topbparan li navçeyê heye. + +Amed (Rûdaw)- Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (Bakur) PDK yên Amedê li ber avahiya plazaya AZC hatin cem hev û piştgiriya xwe ji bo hêzên peşmergeyên Kurdistanê anîn ziman. + +Ciwanên PDK-Bakur di daxuyaniyekê de gotin ku ";êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî Kurdistanê lîstikên qirêj û provakatif in";. + +Li ser navê ciwanan Murat Ekinci berî daxuyaniyê axifî û got ku ";ewê her tim piştgiriya peşmerge bikin û çekdarên wek DAÎŞê ti carî yê nikaribin bikevin axa Kurdistanê";. + +Herwiha li ser navê ciwanên PDKê Metin Pîran daxuyanî xwend. Piranî diyar kir ku ";Kurdistan ji ber dewlemendiyên xwe her tim ji hêzên koloniyal re bûye nişan";. + +Pîran axaftina xwe wiha domand: ";Dijminên Kurdistanê çi li hundir çi li derveyê welat bila nebêjin û nefikirin ku netewa Kurd bêkes û neçarin. Heta dijmin baş bizane ku hikûmeta Kurdistanê ne bê xwediye û bersiva herî baş ew e ku helwestên netewayetiyî û xwedîderketina fikrên serxwebûnê ne";. + +Di çalakiyê de pankarta ";Kerkûkê dilê Kurdistane"; û ";Pêşmerge ne bi tenê ye"; hatin vekirin û gotin ";Ji bo me ti ferqa Mehabad, Qamişlo, Amed û Kerkûkê nîne";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed diyar kir ku ew dixwazin di vê rewşa niha de rûpeleke nû ligel Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) vekin. Serkirdeyekî PDK-Sê jî mercên wan hene. + +Piştî ku PDK-Sê di destpêka meha nîsanê navbera 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê de hat damezirandin, têkiliyên navbera EGRKê ku PYDê jî di nav de cih digre û PDK-Sê xirab bûn, bi taybet piştî ku çend serkirdeyên wê partiyê ji aliyê hêzên asayiş û YPGê hatin girtin û derkirin. + +Di destpêka vê heftiyê de, şandeke EGRKê li Enqereyê ligel şandeke Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) civiya û li ser çend xalan li hev kirin. + +Derbarê wê civînê de, hevserokê EGRKê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ";Niha nexşeya tevahiya herêmê tê guhertin û ji hemû aliyên kurdî tê xwestin nakokiyên di nava xwe de li deyinin aliyekî";. + +Ebdilselam Ehmed herwiha got ";Ev hevdîtin bê guman wê bandora xwe hebe li ser rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê ku dê çawa were destekkirin û piştgirîkirin û partiyên din ên ENKSê û yên ji dervey her du encûmenan bikaribin beşdar bibin di rêveberiya xweseriyê de";. + +Hevserokê EGRKê herwiha hêvî dike ku ";danûstandinek hebe li ser awayeê despêkirina karê hevbeş û parastijna destkeftên li Rojavayê Kurdistanê";. + +Ebdilselam Ehmed got jî ku ew dixwazin rûpelek nû ya têkiliyan di navbera EGRK û PDK-Sê de bê kirin. + +li hember vê daxwazê de, sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku daxwazin partiya wî û yên ENKSê derbarê destpêkirina karê hevbeş ligel EGRKê xuya û zelal in. + +Mihemed Îsmaîl ew xwestek wiha rêz kirin: ";Divê zemîna danûstandinan peyda bibe û destpêkê yasayên li ser partiyan hatine ferzkirin bên rakirin, dawî li girtina kadiran û binçavkirina wan were û deriyê Sêmalka were vekirin, ango kiryarên hişk li Rojavayê Kurdistanê pêşî divê bêne sistkirin";. + +Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê herwiha got ku ";kengî ev xwestek pêk hatin û bawerî bi karên hevbeş çêbibe, wê demê ew amade ne li ser esasê rêkeftina hewlêrê danûstandinan ligel EGRKê destpêbikin";. + +Derbarê hevdîtina navbera EGRK û PDKê li Enqereyê de, Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ";ew hevdîtin tevî ku tiştekî başe, lê ne civîneke fermî bû û ne di nav xişteya karê PDKê de bû ";. + +Enqere (Rûdaw)- Civîna navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Enqereyê destpêkir. + +Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Erdogan li Enqereyê ye. + +Şanda ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm pêk tê. + +Ev cara yekê ye parêzgarê Kerkûkê hevaltiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike di serdana bo Tirkiyê de. + +Wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî îro ji ajansa Reutersê re got ku di dawiya vê salê de wê Herêma Kurdistanê rojane 1 milyon bermîl petrol bişîne derve û beşek jê dê petrola Kerkûkê be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê gihişt bajarê Kerkûkê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî wê li Kerkûkê ligel partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê bicive û derbarê rewşa niha ya Iraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybet de gotûbêj bike. + +Barzanî wê serdana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şer li parêzgeha Kerkûkê jî bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku hêzên pêşmerge ji wan navçeyan nakişin ku hêzên artêşa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola pêşmerge de ne. + +Kerkûk (Rûdaw)- Hêzeke mezin a hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tevî çekên xwe yên giran ber bi gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê ve birêketin. + +Rêveberê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro hêzeke mezin a pêşmergeyên Kurdistanê ber bi eniyên pêşmerge ve hatin rêkirin";. + +Hevdem ligel serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Kerkûkê, hêzeke mezin a pêşmergeyên Kurdistanê ji Hewlêr û Silêmaniyê bi çekên giran ber bi eniyên pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê hatin rêkirin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişt bajarê Kerkûkê û ligel hêzên pêşmerge û aliyên siyasî yên Kerkûkê civiya. + +Barzanî di civîna xwe ya ligel pêşmerge de got, ";Ez amade me ligel hêzên pêşmerge çek rakim";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Her demekê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê, hûnê bibînin bê Kurd çiqasî comerd in";. + +Serokê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku hêzên pêşmerge ji wan navçeyan nakişin ku hêzên artêşa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola pêşmerge de ne. + + + + + + + + + + +Ormiye (Rûdaw) - Rêveberê giştî yê karûbarên avê yê gundên parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, zuhabûna ava gola Ormiyê bûye sedema wê ku ava 70 gundên dora golê şor bibe. Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) yê Bernameya Geşekirinê li Îranê jî dibêje, zuhabûna ava gola Ormiyê guhertina rewşa hewayê nîne. + +Kazim Mihemedî Miqedem, diyar kir, zuhabûna ava gola Ormiyê û kêmbûna baranê bûye sebeba daketin ava bin erdê û vê yekê jî arîşe ji bo ava 185 gundên Ormiyê çêkiriye û da zanîn, ji ber wê jî ew gundên han yan ava xwe imbar dikin yan jî bi tankeran avê dabîn dikin. + +Wî berpirsî eşkere kiriye, ji bona temamkirina pilan û projeyên kişandina ava gundên Ormiyê, ku 80% jê xilas bûye, 24 milyar tûmen ( derdora 8 milyon dolar) pêwîst e. + +Ji aliyekî din, nûnerê NY yê bernameya geşekirinê li Îranê, Gêrî Luîs îro li bajarê Ormiyê beşdarî konferansekê li ser sedemên zuhabûna ava gola Ormiyê û çawaniya zindîkirna golê bû. + +Gêrî Luîs, diyar kir ku yên ku dibêjin guhertina rewşa hewayê bûye sebeba zuhabûn û kêmbûna ava gola Ormiyê, xelet hizir dikin çimkî sedema herî girîng ew e ku xelkê herêmê û yên ku li derdora golê dijîn çawa avê bikar tînin. + +Luîs soz da ku çi ji destî wî were ji bona rizgarkirin gola Ormiyê bike û got, lê mixan di çend salên borî de rêjeyeke zêde ji ava ku dirije nav golê bi mebesta çandiniyê hatiye bikaranîn û heta niha jî ev yek didome lê divê ev av dîsa veger golê. + +Gola Ormiyê, duyemîn gola şor a cîhanê ye ku ji 102 giravên biçûk û mezin pêk hatiye û rûbera wê 570 hezar donim e. + +Li gorî pisporên jîngehê, di nav 5 salên bê de gola Ormiyê dê bikeve rewşa ";sikratê";. + +Mûsil (Rûdaw) – Di encama teqîneke xwekujî de li devera Gogcelîlê ya Mûsilê, 5 pêşmerge birîndar bûn. Her wiha di encama topbarana hêzên Pêşmerge de 15 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin. + +Efserekî hêza Zêrevanî ya Kurdistanê, ji Rûdawê re got, îro danê êvarê derdora saet 18:30 bi dema Hewlêrê, otomobîleke bombekirî li gundê Teyrawe yê girêdayî devera Gogcelîlê ya Mûsilê û li ber bargeheke hêza Zêrvaniyê teqiya. + +Li gorî agahiyên wî efserê kurd, di teqînê de ku xwekujî bû, 5 pêşmerge birîndar bûn. + +Wî efserê pêşmerge da zanîn, piştî teqînê çekdarên rêxistina DAIŞê gundê Elî Reşe ku dikeve aliyê rastê yê devera Bertile, dan ber hawanan lê wan jî bersiva DAIŞê dan û di encamê de 15 çekdar hatin kuştin. + +Ev 2 roj in li rojhilatê bajarê Mûsilê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn heye û ji ber vê yekê bi sedan kes ji xelkê wê deverê neçar mane berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di yekemîn salvegera bûyerên bajarê Amûdê de, malbatên qurbaniyan car din daxwaz dikin ku komîteyeke Kurdistanî ya bêalî lêkolînê bike û rastiyan derxîne holê. + +Di 27ê hezîrana 2013an de 6 sivîlên bajarê Amûdê bi guleyên hêzên YPGê hatin kuştin. YPGê û berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê yekê red nakin, lê dibêjin ku ew bûyer ";komployek"; bû ji bo xirabkirina navê YPGê di nav civaka kurdî de. + +Malbatên her şeş kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek belav kirin û tê de ew bûyer wek ";tawaneke siyasî û exlaqî"; bi nav kirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanca kuştina zilam û zarokên wan ew bû ku ";fitneyeke kurdî çêbibe û derbeyek li tevgera niştimanî ya kurdî bikeve";, lê tekîd kirin ku nabine sedema ti fitneyekê. + +Derbarê hewlên lihevanînê de, malbatên qurbaniyên Amûdê di daxuyaniyê de aşkere kirin ku çend caran hewlên lihevanîna wan û PYDê hatine dayîn û wan avakirina komîteyeke lêkolînê qebûl kiriye, lê heta niha ti bersiva wan nehatiye dayîn. + +Di dawiya daxuyaniyê de malbatên qurbaniyên Amûdê car din tekîd kirin ku ew dixwazin komîteyeke pispor, bêalî û Kurdistanî lêkolînê bike û rastiyan derxîne holê. + +Tevî ku salek di ser bûyeran re derbas dibe, lê heta niha ti lêkolîneke cidî nehatiye kirin. Human Rights Watch jî di raporta xwe ya vê dawiyê de daxwaz kirinbû ku komîteyeke serbixwe lêkolînê di bûyerên Amûdê de bike. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistinên ciwanan ên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan Konferansa Ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê li dar nexin û ciwanên ser bi PKKê ve wek kelem û asteng dan naskirin. + +Biryar bû konferansa çarem a ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ve li bajarê Helebceya şehdî di vê meha hezîranê de bihata lidarxistin. + +Lê rêxistinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandin ku ";ji ber ciwanên girêdayî PKKê û YNKê razî nebûne tevlî konferansê bibin, lewra biryar hat dayîn ku konferansa çarem neyê lidarxistin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";ew îtîrafê bi ti konferanseke ciwanên Kurdistanê nakin eger ji aliyê ciwanên girêdayî PKKê ve bê lidarxistin";. + +Di sêyemîn konferansa ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê li kampa Domîz li parêzgeha Duhokê de biryar hatibû dayîn ku konferansa çarem a ciwanan ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin. + +Konferansa yekem a ciwanên Kurdistanê li Amedê bêy beşdariya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û konferansa duyem li Hewlêrê hatin lidarxistin. + +Konferansa sêyem beşek li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê û beşek li kampa Domîz a penbarên Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin. +Penaberên Rojava li hemû deveran belav bûne +Penaberekî Rojava ku endazyar e neçar bû ku ji welatê xwe derkeve û xwe bi şêwekarî û mûzîkî li bajarê Antakiya mijûl bike + +Wan (Rûdaw)- Her sal di vê demê de bi 100an kesên biyanî û navxweyî berê xwe didin navçeya Ergîşê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê da ku dîmena xwehildana bi milyonan masî berovajî arasteyê herikandina avê di Gola Wanê de binrêin. +Di vî werzê salê de, melevanî û nêçîra masiyan li Gola Wanê qedexeye ji bo vê mebestê jî Cendirme li derdora golê balv dibin, ji ber ku masî hêkên xwe di bin siya kevirên avê de didanin û carek din ew masî vedigerin nava kurahoya avê. +Piştî ku xelk li Ergîşê li dîmena masiyan dinêrin seyrana xwe li nav xwezaya Ergîşê û dîmenên wê yên balkêş derbas dikin. + + Bedlîs (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê li Bajarê Bedlîsê yekemîn Sempozyûma Bedlîsê hate li darxistin û gelek lêkolîner û akademîsyen jî bi lêkolînên xwe beşdarê sempozyumê bûn. +Sempozyûma Bedlîsê bi amadekariya Koma xebatê ya Akademîsyen û Ramanê hate li darxistin. +Organîzatorên Sempozyûmê, Yaşar Abdulselamoglû vê xebatê ji bo Bedlîsê wek pêdiviyeke jiyanî dibînin û di wê baweriyê de ne ku dê di salên pêşî de jî berdewam be. +Di Sempozyûmê de lêkolîner û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî cîh girt û li ser êş û zextên li dijî kurdayetiyê sekinî. Sempozyum bi nirxandinén akademîsyenan têr tije derbas bû. +Sempozyûm bi wêneyên dîrokî hate xemilandin û di Xana dîrokî El-Emanê de hate li darxistin. Her wiha hate dîtin ku eleqeya xelkê Bedlîsê jî baş bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague gihişte Herêma Kurdistanê. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirgeha Hewlêrê ragihand ku William Hague gihişte Hewlêrê û ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. + +Piştî bîsteke din serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê ligel wezîrê derve yê Berîtanya William Hague bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di civîna Barzanî û Hague de dê Berhem Salih jî beşdar be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke asayişê ve hat girtin. + +Li gor nûçeya malpera fermî ya Partiya Yekîtî, ";şeva borî dora saet 12 hêzeke asayişe girêdayî PYDê avêt ser mala endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtî Bedran Misto li Serêknaiyê û ew ber bi cihekî nediyar ve bir";. + +Roja çarşemê ya borî hêzên asayiş û YPGê avêtibûn ser ofîsa ofîsa Serêkaniyê ya Partiya Yekîtî û ji berpirsê ofîsê Bedran Misto re xwestibûn ku ";divê di nava 24 saetan de ji herêma Cezîrê derkeve";. + +Bedran Misto duh pêncşemê tevlî bulteneke Rûdawê bubû û tekez kiribû ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakeve. + +Ev bûyer piştî wê yekê qewimî ku roja çarşemê sîmînarek li ofîsa Partiya Yekîtî di salvegera projeya Kembera Erebî de hat lidarxistin û asayiş û YPGê ji serpereştyarên sîmînarê xwestibûn ku ala şoreşa Sûriyê daxin xwarê û ruxseta lidarxistina sîmînarê bistînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê desteya rêvebir a KCKê Cemîl Bayik li ser pakêta çareseriyê axifî û da zanîn ku ewê berê xwe bidinê ka ev yasa çiqasî bersivê dide daxwazên wan û li gorî wê jî ewê helwesta xwe diyar bikin. + +Bayik di hevpeyvîneke rojnameya Ozgur Gundemê de dide zanîn ku ";li Rojhilata Navîn guhertinên pir balkêş çêdibin û dema wan ya rawestanê nîne";. + +Cemîl Bayik di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ";Eger hikûmet bi derxistina vê yasaya nû bixwaze di pêvajoya danûstendinê de xemsariyê bike emê qebûl nekin";. + +Endamê desteya rêvebir a KCK Cemîl Bayik herwiha dibêje ";Li Rojhilata Navîn guhertinên balkêş çêdibin, berpirsyariya pir tiştan li ser milê me ye, dibe ku dema dewlet û hikûmeta Tirkiyê hebe, lê ya me nîne ku em xemsarî û sergiraniyê bikin";. + +Bayik axaftina xwe wiha didomîne: ";Me ev gav neavêtine ji bo ku hikûmeta Tirkiyê wan bike qurbana hilbijartinên serokomariyê û programa xwe bimeşîne, divê ev yek baş were dîtin";. + +Hikûmeta Tirkiyê duh pêşnûmeya çarçoveya yasayî ya pêvajoya aştiyê şande Parlamentoya Tirkiyê û li bendê ye berî parlamento di 1ê cotmehê de bê girtin, ew pêşnûme bibe yasa. + +Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li ser amadekirina çarçoveya +qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriyê got ku ev gaveke dîrokî ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev 3 rojin ku birîndarekî teqîna 14ê Hezîranê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê li sînore da ku li derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir were dermankirin, lê heta niha Tirkiyê rê neday ku ew birîndar derbasî Bakur bibe. +Roja 14ê Hezîranê teqîneke mezin li bajarokê Tirbespiyê pêk hat ku di encam de 17 kesan jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn û birîna hin ji wan giran bû. +Raman Rêber Umer yek ji wan birîndaran bû ku ji ber giraniya birînê wî malbata wî xwestin wî veguhezin nexweşxaneyeke Bakurê Kurdistanê da ku li wir bê dermankirin. +Li gor ku hatiye belavkirin, ev 3 rojin ku Raman û malbata xwe li ser deriyê sînorî yê Dirbêsiyê ne di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û heta niha hikûmeta Tirkiyê rê nedaye ku ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague gihişte Herêma Kurdistanê û li bajarê Pîrmamê ligel serokê Herêma Kurdistanê civiya û civîna wan bi dawî hat. + +Piştî serdana xwe ya duh li Bexdayê, William Hague îro berî nîvro gihişte Herêma Kurdistanê û li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. + +Hague pişt re ber bi bajarokê Pîrmamê ve birêket û li wir ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan destpêkir, civînê nêzîkî saetekê berdewam kir. + +Biryar e piştî civîna Barzanî û Hague, kongreyeke rojnamevaniyê bê lidarxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Pîrmamê ragihand ku piştî civîna bi Barzanî re, wezîrê derve yê Berîtanya wê ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bicive. + +Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di civîna navbera Hague û Nêçîrvan Barzanî de wê cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, Berhem Salih û wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî beşdar bibin. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku benda 140 a destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî ew li ser wê meselê naxifin. + +Barzanî di kongreya rojnamevanî ya ligel wezîrê derve yê Berîtanya William Hague de, derbarê pirsa ku gelo wê hêzên pêşmerge ji wan navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bikişin yan na de, got ";Ev 10 salin em li benda hikûmeta Iraqê ne ji bo ku pirsgirêka nabçeyên ku nakokî li ser heye li gor benda 140 çareser bikin, lê bê sûd bû";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ";Li wan navçeyan hêzên hikûmeta Iraqê hebûn, lê ew kişiyan û navçe bi cih hiştin, lewra pêwîst bû hêzên pêşmerge derbasî wan naçeyan bibin ji bo wan biparêze û nehêle ku têkevin destê terorîstan";. + +Barzanî tekîd kir ku benda 140 a destûr hatiye bicîkirin û got ";Li cem me benda 140 a destûr hatiye bicîkirin û bi dawî hat, êdî em li ser vê meselê naxifin";. + +Benda 140 a destûra Iraqê taybete bi çareserkirina rewşa pirsgirêka wan navçeyên Iraqê ku di serdema rejîma Baes de demografiyaya wan hatiye guhertin, bi taybet Kerkûk. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague rola hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û diyar kir ku wan hêzan roleke gellek girîng di parastina ewlekariyê de lîstine. +Piştî serdana xwe ya duh, Pêncşemê, li Bexdayê, William Hague îro berî nîvro gihişte Herêma Kurdistanê û li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin. +Hague li bajarokê Pîrmamê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin. +Wezîrê derve yê Berîtanya gotûbêjên xwe ligel Barzanî derbarê krîza ku niha li Iraqê peyda bûye wek ";berhmhêner"; bi nav kir û rola hêzên ewlekariya Kurdistanê bilind nirxand û got ";Hêzên ewlekariya Kurdistanê roleke wan a gelek girîng hebû û qurbanî jî dane, lewra em destxweşiyê li wan dikin";. +Derbarê krîza niha ya Iraqê de, William Hague got ku divê hikûmetek berfeh li Iraqê bê avakirin bi awayekî ku hemû alî tê de cih bigrin û her kest hest bike ku hevbeşiyeke rasteqîne navbera Şîa, Sune û Kurdan de heye. +Hague herwiha bang li hemû aliyên Iraqê kir ku roja 1ê tîrmehê di yekemîn civîna Parlamentoya Iraqê de beşdar bibin. +Wezîrê derve yê Berîtanya bal kişand ku têkiliyên dêrîn û bihêz di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de hene û got ";Em dostê Herêma Kurdistan û Iraqê ne";. +Derbarê rewşa penaberan de, William Hague spasiya Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û got ku Berîtanya alîkarî pêşkêşî penaberan kiriye û amade ye alîkariyên din jî pêşkêş bike. +Wezîrê derve yê Berîtanya tekîd kir ku mafê ti welatekî nîne bêje divê kî bibe serokwezîrê Iraqê û tekîd kir ku ti destêwerdaneke leşkerî li Iraqê nakin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve tê Berîtanya William Hague li Hewlêrê civiyan. + +Piştî civîna xwe ya ligel serokê Herêma Kurdistanê, Hague ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî civiya. + +Di civînê de ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve Berhem Salih, şêwirmendê asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê navxwe Kerîm Şingalî û wezîrê pêşmerge Mistefa Seyid Qadir beşdar in. +Kerkûk (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe li Iraqê, Necat Husên ji hêzên Pêşmerge dixwaze çeperên xwe li derdora Kerkûkê bihêztir bikin û dibêje, ";Me 95% pişta xwe bi pêşmerge ve girêdaye."; +Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê û Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe, Necat Husên li ser binecîbûna hêzên Pêşmerge li Kerkûkê ji Rûdawê re got, her çiqas hemû hêzên Pêşmerge kurd in lê pêşmerge her kesî diparêzin, di van du hefteyên borî de Pêşmerge li Kekrûkê nîşan daye ku tenê ji bona kurdan kar nake çimkî hemû pêkhateyên Kerkûkê diparêze. +Necat Husên, li ser çekdarên turkmanî jî got, hikûmeta navendî hinek ji çek ji me re bi rêya balafirê şandiye û ev yek jî bi rizamendî û haya parêzgarê Kerkûkê hatiye kirin, niha nêzîkî hezar xortên me hene ku ew çek ji wan re hatiye şandin û vê gavê li bajarokê Tûzxurmatû ne. + +Husên eşkere kir ku ew çek ji curên kilaşînkof, BKC, hawan û kelûpelên serbazî pêk hatine û wiha got: ";Lê me 95% pişta xwe bi pêşmerge ve girêdaye. Em spasiya pêşmerge dikin ku hatine Kerkûkê û em jî amade ne li kêleka wan şer bikin."; + +Wî endamê turkman ê Encumena Parêzgeha Kerkûkê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Kerkûkê jî wiha got, ";Ew serdan peyamek bo DAIŞ û terorîstan bû"; û ragihand, Barzanî bi wê serdana xwe ji terorîstan re got ku Kerkûk bêxwedî nîne û gotinên Barzanî peyamek gellek girîng bû ji bo piştrastkirina gelên Kerkûkê. + +Necat Husên wiha domand: ";Qedera me turkmanan bi qedera kurdan re bûye yek. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rijdî Kerkûkê biparêze. Meseleya paşeroja Kerkûkê jî niha nayê çareserkirin ji ber ku divê bimîne piştî vê rewşê."; + +Serokê Tevgera Hevpeymaniya Turkmanên Şîe di wê baweriyê de bû ku DAIŞ ti ferqekî naxe navbera pêkhateyên Kerkûkê û êrişî her kesî dike û got, niha dema wê nîne ku nakokiyên siyasî li nav hêzên siyasî yên Kerkûkê de bimîne divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî ji ber ku dujmin êrişî me hemiyan dike çi kurd, çi turkman, çi ereb û şîe û sunnî ferq nake. +Kerkûk (Rûdaw) - Qaymeqamê Kerkûkê radigihîne ,li gor wan amarên ku kom kirine, ji bilî erebên hawirde, niha 25 hezar malbatên aware yên ereb li nav bajarê Kerkûkê ne. Berpirsekî bajêr jî her yekî ji wan awareyan wek ";Bombeyeke mîqatkirî"; dibîne. + +Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAIŞê û grûpên sunnî yên din ên Iraqê ve û nêzîkbûna wan ji Kerkûkê, hejmareke mezin ji malbatên erebên derdora bajarê Kerkûkê berê xwe dan sentera vê parêzgehê. + +Qaymeqamê Kerkûkê Kamîl Saleyî ji Rûdawê re ragihand, ";Tenê di rojên sêşem û çarşema borî de 400 malbatên ereb hatin nav bajêr. Berdewam jî xelk derbas dibin."; + +Piştî êrişa DAIŞê li ser bajarê Mûsilê, nişteciyên vî bajarî wek lehiyê berê xwe dan bajarên Hewlêr û Dihokê. Lê berpirsên van herdu bajaran nehîştin hemû aware derbasî nav bajar bibin ji ber wê jî kamp ji wan re vekirin. + +Derbarê vekirina kampekê bo erebên aware yên Kerkûkê, Kamîl Saleyî got, ";Me serdana ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Kerkûkê kir û me doz li wan kir kampekê bo awareyan vekin. Wan jî biryar dan ku rewşê lêkolîn bikin. Piştre biryar didin kampê vedikin yan na."; +Bi baweriya Qaymeqamê Kerkûkê, hatina wan ereban dê li ser paşeroja Kerkûkê bandor bike û got, ";Em li nav awareyan gerriyan. Hin kes hebûn bi tena xwe hatibûn, ku me ji wan dipirsî kanê malbatên we, digotin ew çûne Bexdayê. Dibe gellek xelk bi vî awayî hatibin."; + +Jêdereke agahdar ji bajarê Kerkûkê ji Rûdawê re got ";Jibilî wê yekê ku nabe polîs kontrola meydanan bi giştî bikin, hêsankariyeke mezin jî bo wan malbatên ereb dibe, da ku li nav bajarê Kerkûkê niştecî bibin. Hinek ji wan malbatên ereb bi rêyên nerast derbasî Kerkûkê dibin."; + +Bajarê Kerkûkê yê dewlemend bi petrolê di serdema rêjîma berê ya Beis de, hate erebkirin. Beşek mezin ji nişteciyên vî bajarî, bi taybetî Kurd û Turkman hatin derxistin û ereb li şûna wan hatin niştecîkirin. Niha jî bajar ji ber şûnwarên erebkirinê dinale. + +Piştî proseya azadiya Iraqê û nivîsandin destûra Iraqê, sala 2005, çarenivîsa vî bajarî û gellek navçeyên din ên Kurdistanê yên ku nakokî li ser hene, ma li hêviya madeya 140 ya vê destûrê. Lê berpirsên Bexdayê, jibilî qerebûkirina hejmara erebên hawirde û kurdên aware, du gavên din ên çarenivîsa madeyê cîbicî nekirin, ku ji serjimêrî û referandomê pêk tên. + +Li gor amaran, rêjîma berê ya Beis a Iraqê piştî derxistina hezarên malbatên kurd û turkman ji Kerkûkê, 26 hezar malbatên ereb ji bajarên orte û başûrê Iraqê anîn û ew li cihên wan niştecî kirin. + +Kamil Saleyî dibêje ";Ji wan 26 hezar malbatan 13 hezar malbatî qerebûya madeya 140 wergirtin. Lê tenê 3 hezar malbat vegeriyan cihên xwe. Herwiha hêj 10 hezar malbatên din li nav Kerkûkê mane."; + +Li gor zanyariyên Rûdawê, heta niha 42 hezar awareyên kurdên Kerkûkê qerebûya madeya 140 wergirtine. + +Berpirsekî îdarî li bajarê Kerkûkê rexne li awayê vê qerebûkirinê dike û dibêje ";Li şûna wê yekê ku berê erebên hawirde qerebû bibin û ji bajar derkevin, vêca zû awareyên kurd qerebû bûn. Ev jî karekî xelet bû."; + +Erebkirin di qalibê awarebûnê de + +Sala 2006an, şerê mezhebî yê (Şîe û Sunnî) gihîşte lûtkeyê. Vî şerî behane da hejmareke mezin ji malbatên ereb da ku li nav bajarê Kerkûkê niştecî bibin. + +Li gor amaran, piştî proseya azadiya Iraqê 25 hezar malbatên aware yên ereb li bajarê Kerkûkê niştecî bûn. Herwiha bi sedema têkçûna rewşa asayişî ya bajarê Mûsil, Tikrît û hinek navçeyên derdora Kerkûkê, pêşbînî dibe ku hatina awareyên ereb bo bajarê Kerkûkê bi rêjeyeke berçav zêde bibe. + +Di dema borî de serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku her malbaltek heta 10 salan li Kerkûkê niştecî bibe, wek welatiyekî vî bajarî tê hejmartin. Lê her zû berpirsên kurd biryara Malikî red kirin. + +Berpirsekî, ku ji ber hestyariya rewşa asayişî ya Kerkûkê nexwest navê wî belav bibe, got ";Hatina awareyan bo Kerkûkê, weke bombeyeke mîqatkirî ye bo paşeroja Kerkûkê. Bi taybetî eger biryareke hevşêweya vê biryara Malikî derkeve û cîbicî bibe."; + +Ev jêder van awareyan wek metirsiyê jî dibîne bo ser rewşa asayişî ya Kerkûkê. Ew girtina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve wek mînakê dibîne û dibêje, ";Xelk ligel DAIŞê li dijî artêşa Malikî rawestiyan. Wan gellek şaneyên razayî dirust kirin. Ti garantî jî nîne ew awareyên Kerkûkê nebin şaneyên razayî û di paşerojê de rewşa asayişî ya Kerkûkê têk bibin, çiku zanyarî gellekî kêm li ser wan awareyan hene. Çi garantî heye ku ew kesê zanyariyan derbarê wan awareyan kom dike ne kevnebaasiyek be, ku çavên xwe li bakgrawinda wan kesan digire."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague got, her çareseriyek li Iraqê bê danîn divê li ser bingeha rewşa nû be. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague kir. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha merc û rewşa ku piştî 10ê Hezîranê bi êrişa rêxistina DAIŞê li ser Mûsilê derketiye holê, hat axaftin û li ser şirîkatî û hevbeşiya hemû aliyên siyasî yên Iraqê di proseya siyasî ya welêt de têkez hat kirin. + +Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serokwezîr Barzanî ji Wezîrê Derve yê Brîtanya re gotiye, êdî rewş û mercên Iraqê bi tevahî hatiye guhertin lewma her çareseriyek ji kirîza Iraqê re were dîtin divê li ser bingeha rewşa nû be. + +Her wiha hat gotin ku her du alî di wê baweriyê de bûn ku arîşeyên Iraqê siyasî ne ji ber wê jî beriya her tiştî divê çareyek siyasî ji kirîzê re were dîtin û şêwazên leşkerî û serbazî bi tena xwe arîşeyan çareser nake. + +Di beşek din a hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê hatiye gotûbêjkirin û Barzanî û Hague li ser bihêzkirina pêwendiyên her du welatan rijdbûna xwe nîşan dane. +Amûdê (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di merasima bîranîna bûyerên Amûdê de gulle bi ser xwepêşanderan de hat avêtin. Her wiha hat zanîn li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî bargeha Partiya Yekitî dest bi ser de hatiye girtin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bona bîranîna bûyerên par ên bajarê Amûdê hat lidarxistin. + +Di xwepêşandanê de ku li Goristana Amûdê hat kirin, gulle bi ser xwepêşanderan de hat avêtin. Hat zanîn, yên ku gulle berdana girêdayî Asayişa PYDê bûne. + +Heta niha zirarên vê yekê nayê zanîn. + +Peyamnêrê Rûdawê her wiha da zanîn, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî dest bi ser baregeha Partiya Yekitî de hatiye girtin… + +Li benda agahiyên zêdetir bin... +Rûdaw-(Hewlêr) – Li bajarê Wêranşarê yê Rihayê li Bakûrê Kurdistanê, di malekê de ji ber sedema qontaxa elektirîkê agir bi malê ket û di encamê da 4 kes jehrî bûn. + +Bûyer, li taxa Kişlayê li kuça Usbekenlioglî li mala welatiyê bi navê Eyûp Taş ji ber sedema qontaxa elektirîkê pêk hat. + +Xanî di demek kurt de şewitî û şahidên bûyerê telefonî agirkujîyê kirin ji bo vemirina agir. + +Tîma agirkujiyê mudaxaleya agir kir û kesên li xanî de Emîne, Sultan, Îlknûr û keça yek salî Seda Nûr Taş derxist derê û paşê rakirin Nexweşxana Wêranşarê. + +Berpirsê nexweşxanê got ku endamên wê malbatê jehrî bûne lê rewşa wan baş e. +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja yekşemê (29ê Hezîranê) destpêka meha Remezanê ye. + +Berdevkê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re got, Lêjneya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê biryar da sibê wek dayia meha Şeibanê be û dusibe jî destpêka meha Remezanê be. + +Lêjneya Dîtina Hîvê jî ragihandibû, îşev hîv nedîtine. + +Ji aliyekî din, li welatên Sûdan, Misr, Filistîn, Koreya Başûr jî roja yekşemê destpêka meha Remezanê ye. +Dihok (Rûdaw) – Li kampa Domîzê ya Dihokê, penaberên Rojavayê Kurdistanê li dijî bûyerên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê meş û xwepêşandanek li dar xistin. + +Salek bi ser bûyerên bajarê Amûdê re derbas bû lê hîn jî birînên malbatên qurbaniyên Amûdê nehatiye dermankirin û heta niha jî ";xwîn"; li birînên wan tê. +Xwepêşander nerazîbûna xwe li hember encamderên bûyerên Amûdê ku li gorî wan encamderên Amûdê hêzên PYDê ne, nerazîbûnê nîşan didin… +Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê, di encama êrişa çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. + +Îşev li gundê Elî Reşê yê nêzîkî bajarokê Gobcelî yê Mûsilê, çekdarên DAIŞê bi hawanan êrişî hêzên Pêşmerge kirin. + +Efserekî ji hêza Zêrevanî ya li Mûsilê ji Rûdawê re got, di bûyerê de pêşmergeyek şehîd bû û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên wî efserî, navê wî pêşmergeyê şehîd Kazim Xefûr e û birînên birîndaran jî sivik e. +Hewlêr (Rûdaw) – Partî û hêzên siyasî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bûyerên par ên Amûdê di bin berpirstiya PYDê de hatiye kirin lewma PYD di dereca yekem de berpirsiyar e û divê sûcdar û encamderên vê bûyerê radestî dadgehê bike. PYD jî dibêje, ev bûyer komployek li dijî wê ye. + +Li ser bûyerên Amûdê salek derbas bû lê hêj lêkolîneke bêalî li ser van bûyeran nehatiye kirin û ji ber vê yekê nakokî û bêbawerî di navbera PYD û partiyên din de zêde dibe. PYD van bûyeran weke komployekê binav dike lê malbatên şehîdan û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê dibêjin ku asayiş û YPGê di van bûyeran de sûcdar in. + +Imad Micwil: Kesên ku bi bûyerên Amûdê rabûn derzek di tevgera kurdî de çêkirin + +Endamê şaxê Amûdê yê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Imad Micwil ji Rûdawê re ragihand ku wan weke ENKSê li Amûdê bûyerên Amûdê bibîr anîn tevî ku ev 2 roj bûn ku Amûdê ji aliyê asayiş û YPGê ve dorpêçkirî bû û got ku merasîmên bîranînê baş birêve çûn tevî ku asayişê di saet 5.30an de teqe li asman kirin daku xelkê bitirsînin. + +Micwil ragihand ku ew merasîm ji aliyê şaxê Amûdê yê ENKSê ve hatibûn organîzekirin û têde ji bilî endamên ENKSê, hin eşîre jî amade bûn ligel hevrêzên ciwanan li Amûdê û got ku asayişa Amûdê li dora kombûnê bû daku wan biparêze. + +Micwil tekez kir ku malbatên şehîdan dibêjin ku komkujiya Amûdê li ser destê PYDê pêk hatiye û got ku ew weke ENKSê bi malbatên şehîdan re dixwazin ku komîteyeke lêkolînê were avakirin ji bo eşkerekirina rastiya bûyerên Amûdê. + +Endamê şaxê Amûdê yê ENKSê destnîşan kir ku wan kesên bi bûyerên Amûdê rabûne derzek di tevgera kurdî de çêkirine û got weke ku Ocalan dema ku hat girtin lêborîn ji dayikên Tirk ji bo kuştina zarokên wan xwest, divê PYD lêborînê ji malbatên şehîdên Amûdê bixwaze. + +Li ser gotinên medyaya PKK ku dibêje qurbaniyên Amûdê çekdar bûn Micwil got ku ew kes sivîl bûn weke mînak Mezlûm Qerno ku karker bû û Sead Seyda ku xwendekarê pola 12an bû û got ku " asayişê nikarî ti çekdarên ku behsa wan dike bigre, vêca ji bo çi dibêje ew çekdar in". + +Li ser pirsa ku dibêje ku kesên ew komkujî pêk anîne tên naskirin yan na Micwil ragihand ku hin kes ji wan di şerê Til Hemîs de jiyana xwe jidest dane û hin kes hêj sax in û got " lê dema komîteyeke lêkolîne were pêkanîn wê ew kes bên naskirin û cezakirin". + +Ebdulbasit Seyda: Bila PYD bi mêranî îtirafê bi şaşiyên xwe bike + +Serokê berê yê Encumena Niştîmanî ya Sûriyê û endamê Îtilafa sûriyê Ebdulbasit Seyda ragihand ku ew hêvîdar in ku bûyerên weke yên Amûdê li ti deverên kurdî dubare nebin û got " Bila Salih Mislim bi mêranî bibêje ku tişta wan li Amûdê kir şaşî bû". + +Li ser pirsa ku medyayên PKK dibêjin ku destê wî di bûyerên Amûdê de heye Seyda got ku Amûdê di şoreşa Sûriyê de beşdar e û hevrêza Amûdê karekî mezin di organîzekirina xwepêşandanan de lîst lê PYD ev yek qebûl nake û tekez kir ku PYD dixwaze Amûdê bişkîne weke ku berî niha li Kobanê û Efrînê jî hewla wê yekê dabû bi rêya bûyerên Til Xezal. + +Seyda got ku " Eger PYD ji helwesta xwe piştrast e çima nehişt komîteya lêkolînê ya ku serokê Herêma Kurdistanê pêk anîbû serdana Amûdê bike ?" û tekez kir ku di bûyeran de asayişê nêzîkî 100 laptopan desteser kirin lê ti çek nedîtin. + +Ebdulbasit Seyda di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin komîteyeke bêalî li ser van bûyeran pêk were ji bo eşkerekirina rastiyê. + +Taha Hamid: Bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û PYDê bêaqilî kir + +Nivîskarê nêzîkî PYDê Taha Hamid jî ragihand ku bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û got " Mirov çiqasî nêzîkî PYD be nikare veşêre ku ev bûyer sûcekî mezin bû û PYD berpirsyaretiya exlaqî û ya siyasî jî hildigre". + +Hamid tekez kir ku nabe çalakvanên nêzîkî Itilafê yan ENKSê ji aliyê PYDê ve rastî êrîşan bên ji ber ku ew sivîl in û got kesên ku li Amûdê "şehîd ketine" naskirî ne û her kes dizane ku sivîl bûn. + +Li ser bihaneyên PYD ku behsa destêwerdana derve li Amûdê dike Hamid got ku bingeha siyasî û îdolojî ya PYD û dezgehên ser bi wê ve bi bêaqilî reftarê dikin. + +Hamid destnîşan kir ku PYD şaşiyên xwe didomîne ji ber ku piştî bûyerên Amûdê jî dest bi nefîkirina endamên partiyên kurdî yên din kir weke nefîkirina endamê polîtîbroya PDK-Sê Beşar Emîn û girtina berpirsê partiya Yekîtî li Serêkaniyê Bedran Misto ku heta niha cihê wî nediyar e. + +Taha Hamid got ku ew ji PYD dixwaze ku rûpela şaşiyên xwe bitewîne û lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze lê tekez kir ku ew bawer nake ku PYD vê yekê bike ji ber ku biryar yekalîker ne di destê PYDê de ye lê di destê fermandarên leşkerî yên ku ne ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ne + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê li Amedê bi tevlîbûna partî û saziyên sivîl di 89emîn salvegera bidarvekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî piştî mêja înê li ber Mizgefta Mezin a Amedê hate xwendin. + +Li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endamê Hewildana Partiyeke Kurdistanî Nûrî Sinir ve hate xwendin û hate gotin ku ew ti carî ked û tekoşîna Şêx Saîd û hevalên wî ji bîr nakin û bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin. + +Piştî daxuyaniyê girse ji bo ku cihê gora Şêx Saîd û hevalên wî were diyarkirin meşek li dar xistin û li ber Mizgefta Mezin heta ber Qada Deriyê Çiyê meşiyan li vir jî ji bo giyanên Şêx Seîd û hevalên wî Fatîhe hat xwendin û li dera ku Şêx Saîd û hevalên wî hatibûn darvekirin gul hatin danîn. + +Di dawiyê de hate amajekirin ku heta cihê Şêx Saîd û hevalên wî were diyarkirin dê tekoşîna wan bidome. + +Di heman demê de jî rejîma Kemalist jî ku Şêx Saîd û hevalên wî bidarvekiribûn bi tundî hate şermezarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan diyar kir ku nikare ji bo namzediya serokomariya Tirkiyê navekî li ser komîsyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ya HDPê ferz bike. + +Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku serokwekîlên koma partiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk dihat, piştî ku serdana Girava Îmraliyê kir û hevdîtin ligel Ocalan pêk anî, daxuyaniyek da. + +Li gor daxuyaniya HDPê, hevdîtina bi Ocalan re 3 saetan dewam kir û moral û tenduristiya wî baş bû. + +HDPê diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de got ku ";di vê pêvajoya dîrokî de xebat dê êdî li ser bingeheke yasayî bên kirin"; û ev yek jî ";pir watedar dît";. + +Ocalan herwiha got ";Dewletê heta niha ji bo pirsgirêkan bi civakê re şer dikir û diket pêvçûnê. Lê belê dewlet bi vê rastkirinê cara yekê ye yasayekê çêdike ku pirsgirêk di rêya danûstandinan re dê bên çareserkirin";. + +Rêberê PKKê Ji ber vê yekê jî dibêje ku rola vê qanûnê dîrokî ye û dê rêya lihevkirina civakê veke"; û ji hemû civakê xwest ku piştgiriyê bidin qanûnê. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ocalan wiha jî gotiye: ";Ji bo jiyana azad û demokrat a paşeroja Tirkiyê, pir girîng e ku pirsgirêk bi awayekî demokratî û yasayî çareser bibe";. + +Derbarê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, hat gotin ku Ocalan pirsa hilbijartina serokomariyê jî dişopîne û li ser namzedê HDPê yê serokomariyê gotiye ku ";divê ew nûneratiya hemû gel bike";. + +Lê Ocalan di heman demê de tekîd kir ku ew nikare ji bo namzediya serokomariyê navekî li ser komisyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ferz bike. + +Tevî ku hevserokê HDPê gotiye ku amade ye bibe namzedê serokomariyê, lê heta niha HDPê nazmedê xwe destnîşan nekiriye. + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir ku eger Kurdên Başûrê Kurdistanê dewleteke serbixwe rabigihînin Tirkiye dê piştgirî bide vê dewletê û dê dewletbûna Kurdan qebûl bike. + +Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ";Tirkiye çavên xwe berdaye petrola Kurdan û ji bo ji vê petrolê sûdê werbigre dê her tiştî qebûl bike";. + +Altan Tan bi bîr xist ku Kurd bi hezaran sal in dixwazin bi Faris, Tirk û Ereban re bi awayekî biratî bijîn, lê ew gel Kurdan qebûl nakin û daxwaza Kurdan a sereke federasyon an jî konfederasyoneke dadperwer û wekhev e. + +Parlamenterê Kurd Altan Tan herwiha got ku ";Eger ew jî neyê qebûlkirin wê çaxê li pêşiya Kurdan ji xeynî ragihandina Kurdistana serbixwe ti rê namîne û Tirkiye jî dê ji bo petrola Kurdan dewleta Kurdan qebûl bike";. +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Tevgera Gorranê serdana baregeha serekî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike. +Şanda Tevgera Gorranê ji odeya peywendiyan û civata niştimanî ya tevgerê bi serokatiya Mihemd Hacî pêkhatiye, herwiha şanda YNK jî bi serokatiya endamê polîtburoya YNK Seidî Pîre ye. +Derbarê armancên vê serdanê de, berpirsê odeya peywendiyan a Gorranê, Miheme Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Mebest ji vê serdanê asayîkirina peywendiyan ligel YNK ye, ku di çar salên borî de peywendî bi PDK û YNK re li ser astê komîteyek taybet bû û ne di astekî baş de bûn."; +Mihemed Hacî aşkere kir ku dibe ku şandeke Gorranê di van rojên bê de serdan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bike ";Bo heman mebestê."; +Navhatî amaje kir ku niha Kurdistanê di qonaxek nû re derbas dibe û pêwîste Gorran têkiliyên xwe bi PDK û YNK re xweştir bike, ku di her 4 salên borî de hin alozî ketibû van peywendiyan de û got: ";Em niha di qonaxek nû de ne, ew qonax jî beşdariya Tevgera Gorranê ye di desthilat û hikumraniya Herêma Kurdistanê de ye, lewma ev qonaxa nû siyaset nû dixwaze."; +Mihemed Hacî aşker kir jî ku ev civîn ne taybete bi pirsa parvekirina postên parêzgeha Silêmaniyê ";Lê dibe ku di çarçoevay gotûbêjkirinê de axeftin li ser vê pirsê bibe."; +Hacî da zanîn jî ku ew niha ";Di danûstandinê de ne ligel YNK bo emncûmena parêzgeha Silêmaniyê û behsa wê yekê tê kirin ku çareseriyek bê dîtin, ku her du alî jê razî bin."; +Wî berpirsê Tevgaera Gorranê aşker kir ku: ";Yek ji bijardeyan ewe ku posta parêzgarê Silêmanî du sal bi du sal birêve biçe, di civîna bê de jî em her du alî dê behsa vê pêşniyazê bikin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Ocalan dibêje ku pêwîste gel bizanibe li Îmraliyê çi çêdibe û çi tê axaftin. + +Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku wî bi şanda dewletê re nîqaşên gelekî berfereh kiriye û xwest ku pêvajoya ji niha û pê ve bi zelalî were meşandin û gel bizanibe li Îmraliyê çi çêdibe û çi jî tê axaftin. + +Ocalan di rêya endamê şanda HDPê parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken re diyar kir ku bi pesendkirina paketa qanûnên pêvajoyê ti asteng li pêşiya avakirina desteya şopandina pêvajoyê namîne. + +Ocalan diyar kir ku çêkirina bendav û qereqolên nû li Bakurê Kurdistanê zirarê dide pêvajoyê û karê sereke yê desteya şopandinê ewe ku pêkanînên dewletê yên zirarê didin mirovan û xwezayê bişopîne. + +Rêbarê girtî yê PKKê destnîşan kir ku rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ew neçar kirin ku gelekî şervan birêxistin bikin û rewşa ku DAÎŞê li Iraqê peyda kiriye jî ev helwesta wan piştrast kir. Herwiha xwest ku li hember van geşedanên dawî li herêmê hemû tevger û rêxistinên Kurd yekgirtî bin. + +Ocalan aşkere kir ku êrîşên Îranê li ser bingeha parastina gerîlayên PKKê nayê qebûlkirin û got ku pêwîste li hember vê parastina rewa bê pêkanîn, lê ew dixwaze ku kêşeyên heyî di rêya diyalogê re bên çareserkirin. + +Abdullah Ocalan da zanîn ku wî nameyekî berfereh ji rayedarên KCKê re nivîsandiye û ber bi temambûnê ye û di demekî nêzîk de ewê radestî şanda HDPê bibe. + +Şanda HDPê ku ji Îdrîs balûken û Perwîn Buldan û Sirî Suereya Ondaer pêk diha, roja 26ê Hezîranê li girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kipêkanîbû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî di daxuyaniyekê de dibêje ku yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd erkekî şerhî ye. + +Elî Qeredaxî daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Başûrê Kurdistan û Iraqê de belav kir û tê de daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di pirsên niştimanî de helwesteke wan a kurdî û niştimanperwerî hebe. + +Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman herwiha tekîd li ser yekrêziya gelê Kurd û yekîtiya gotar û helwesta kurdî li dijî dijminên gelê Kurd kir û ji serkirdatiya siyasî ya Kurd xwest ku di asata berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de bin û li hember pîlanên derve yek helwest û yekgirtî bin. + +Qeredaxî kontrolkirina navçeyên Kurdistanî li dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge de wek ";derfeteke dîrokî"; dide zanîn ji bo ku ew navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê. + +Derbarê rewşa Iraqê de jî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku nehêlin sîtemkarî li dijî ti netewe û pêkhateyeke Iraqê bê kirin, îçar çi Şîa yan jî Sune be. Herwiha got ku pêwîste danûstandin li gel kesên lîbralî ji her du aliyan berdewam bike ji bo aramî û edaletî li Iraqa Nû peyda bibe. + +Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji desthilatdarên Bexdayê jî xwest ku li mafên rewa yên gelê Kurdistanê mukir derkeve. + +Celawla (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, berî nîvro li navçeya Celewlayê bombeyek bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqiya û ti ziyanên mirovî lê neketin. +Peyamnrêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Celewla ragihand ku: ";Teqîn bi riya bombeyek çandî bû û otombîleke Hêzên Pêşmerge ji xwe re kiribû armanc."; +Herwiha peyamnêrê me da zanîn ku: ";Efserekî Pêşmerge û 2 piledarên din ji lîwayê 3 yê bejayî di nava otombîlê de bûn, lê ti ziyan negiha wan."; + + Enqere (Rûdaw)- Malbatên girtiyên nexweş di çalakiyên xwe de berdewam in û ew hêvî dikin ku hikûmet di proje yasaya nû ya di derbarê proseya aştî û çareseriyê de cih dibe daxwazên wan jî. +Bi wê armancê malbtaên girtiyên nexweş li ber derê Parlamentoya Tirkiyê çalakiyek li darxistin. di gel komeleya mafê mirovan û çend komele û saziyên din parlementerên HDP ê jî piştgirî da çalakiya malbatan. +Parlementerê HDPê Îbrahîm Binicî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşker e kir ku proje yasaya nû de mijara girtiyên nexweş cih nagireû got: ";Ew tiştekî cuda ye. di rojeva me ye em dê her roj bînin gundema meclisê. Lê ev tiştekî cuda ye."; +Malbatan jî daxwazên dubare kirin û ji hikumet daxwaz hate kirin ku şert û mercên girtiyên nexweş bên guhertin û ji bo dermankirian wan ew serbest bên berdan +çalakvanekî di nava çalakiyê de wih ji Rûdawê re got: ";Zarokê min di hepsê de ne . nexweş in. yanî em dixwazin bên berdan. Yanî zilamê min 22 salin di hepsê de ye. nexweş e. di çavan de , di çukan de, bi her hawî nexweş e."; +Ji bo vê çalakiyê ji bakurê kurdistanê jî gellek malbat hatin enqere ku pirranî zarokên wan ji ber doza PKKê di girtîgehan de ne. + +Amed (Rûdaw)- Li Amedê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişber her diçe zêde dibe û ev yek weke metirsiyeke civakî derdikeve pêş. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 81 sazî û dezgehên sivîl li hemberî bazirganên madeyên hişber biryara têkoşînê dan û platformek hevbeş ava kirin. +Hevşaredarê Amedê, Firat Anliji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje: ";Îro me bang kir. Ew ên ku tiryakê çêdikin, difiroşin û debara wî dikin, di vê xebatê de ne em şermezar dikin. Ev ne kurd in, ne welatparêz in, ne însan in û ne xwedî şeref in."; +Pêkhateyên Platforma Têkoşîna Li Hemberî Madeyên Hişber, dibêjin li Amedê temenê bikaranîna van madeyan pir daketiye û divê pêşî li vê yekê bê girtin. +ji aliyê xwe parlamenterê HDP Altan Tan di vê barê de dibêje: ";Li Kurdistanê ev pirsgirêkeke mezin e. Temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye sala 8'an. Ev talûkeyeke gelek mezin e."; +Hevşaredarên Amedê jî di civînê de biryar dan li hemberî kesên van madeyan bi kar tînin û difiroşin şaxeke taybet ava bikin û têkoşîna xwe bi awayeke zanistî û civakî bimeşînin. + +زۆربهی خهلكێ باژێڕی دزانن كو نۆبهتا پانزینێ 2 تا 3ێ كیلهمهتران ژی درێژ دبیت ئهگهر نهپتر ژی، لێ ههمی ئاگههداری رهوشا شۆفێرێن تهكسیان نینن، پشتی دهمژمێر ئێك و نیڤه شهڤێ تیمێ (تۆڕا میدیایی یا رووداو) سهرا وان شۆفێران كر و بۆ ماوهكی هۆگریا وان كر. +ئازاد سێ ههیڤه خێزان پێكئینایه، دناڤ كورداندا زاڤایێ ساڵێ بزهحمهت شهڤێ ل جههكی بمینیت و نهڤهگهڕیتهڤه، لێ ئهو نهچاره، چونكی وی تهكسیا خۆ یا ب قست كڕی و نوكه ئهو 8هزار دولاراێن كۆمپانیا تهكسی ژێ كڕی قهرن ل نك وی. +نشوان حسێن، كو ئێك ژشوفێرێن دنوبهتێدایه گوتی:"ئهز ئێڤاری یێ هاتیم ئهزیێ چوویمه وێراههنێ ، و واههههههههههه سرا لكیڤه؟ ئهگهر ئهز سپێدێ ژی هاتبام دا ههر ل ڤارا بم. بهختێ خۆدێ چارهكێ لمه بكهن، بخودێ من تهكسیا بقست كڕی و دهفتهرهك من یادای هێشتا 80ورههقهیێت ماین ههیڤێ 5 وهرهقا قستی ئهز ددهم بڤی رهنگی دێ چاوا دهین ئهگهر پانزین نهبیت ئهم شول بكهین". +نه ئهو تنێ زۆربهی شۆفێرێن تهكسیان نهچارن بشهڤ و رۆژ دنۆبهتادا بمینن و بشهڤ ژی دناڤ ئۆتۆمبێن خۆدا دنڤن، هندهكا هزرهكا كیرتر ژی كریه و نڤینێن خۆژی ئیناینه و هندهك ژی بشێوهكێ دیتر خۆ مژیل دكهن. ئهوێن گهلهك نهچارن ژی هندی فڕهكا پانزینی ههبیت وهكی كورد دبێژن "بههردوو ملا دبهزن" بێهنهكێ نۆبهتێ دگرن و بێهنهكێ كولان كولان ل كاری دگهڕن. +رمچان حبیب، دبێژیت :"ئهم بهرا ددانین دچینه كاری حهتا پانزین خلاس دبیت، ئهم نهچارین پانزین ژی یا كریه كت و چووت، و دوو سێ رۆژا ژی جارهكێ تنێ 30 لیترا ددهن ئهڤه كێمه و مرۆڤ ل سیكێ دچیت، دێ نهفهرهكی راكهی دێ دههـ خۆ هاڤێنه بهرسینگا ته برا مرۆڤ دێ ئێكی گههیننیت و مرۆڤ نهشێت پارهكێ زێده ژی ژێ وهربگریت ، چونكی دێ بێژن مان ێبسێ هزارایه، گوننههه". +قهیرانا پانزینێ ئا ژئهنجامێ رهوشا مووسل و ناڤهڕاستا عێراقێ چێبووی كو پانزینا پێتڤی بۆ ههرێما كوردستانێ ناهێـت، وهكریه هندهك خهلك ژ خهم و تۆڕهیێ تژی ببیت. +احمد مهدی صالح، كو ئهو ژی شۆفێرێ تهكسیێیه و ل سرایێ بوو تاسپێدێ، گوتی: "مرۆڤ خودانێ گازێ بیت و مرۆڤی پانزین نهبیت و بهس". +شۆفێرێن تهكسیان چونكی بهشهكن ژ وێ چینا خودان داهاتهكێ نهجێگر لهو ههمی هیڤیا وان ئهوه حكومهت بچاڤهكێ تایبهت سهحكهته تهكسیان و پانزیخانێن پانزینێ ددهنه وان زێدهكهن و بهشێ وان ژی ژ پانزینێ زێده بكهن. +..."دبهرێدا كاروانی بشهڤ و رۆژا قوناغا رێكهكێ دبڕی نهچار بشهڤ لجههكی پالدهت و دنڤست، بهلێ نوكه بههمان شێوه شوفێرێن تهكسیان بشهڤ رۆژ بڕێڤهنه لێ نهكو دابگههنه جههكی، بهلكی دا 30 لیترێن پانزینێ وهربگرن، ئهو ژی ئهگهر گههشتێ"... + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de ragihand ku ewê referandomê li wan navçeyan bikin û raya xelkê bistînin. + +Mesûd Barzanî derbarê benda 140 a destûra Iraqê ku girêdayî diyarkirina çarenivîsa wan navçeyên Kurdistanî ye, daxuyaniyek belav kir. + +Barzanî derbarê wê benda destûrî de wiha nivîsandiye: ";Dema me benda 140 pesend kir wateya vê yekê ne ew bû ku gumana me ji Kurdistanîbûna wan navçeyan heye, lê me xwest ew pirsgirêk di rêya yasayî, şatiyan û destûrî re bê çareserkirin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje ";Piştî 10 salan ji bendewariyê, hikûmeta Iraqê pêgirê cîbicîkirina wê bendê nebû";. + +Derbarê hebûna hêzên pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanî de, Barzanî diyar dike ku ";hebûna pêşmerge li wan navçeyna ne tiştekî nû ye, ji sala 2003yan de pêşmerge bi hevbeşî ligel artêşa Iraqê û li hinek cihan bi tenê jî beşek ji wan cihan diparast û li hin navçeyan jî artêşa Iraqê erka parastin li ser milê wan bû";. + +Barzanî herwiha nivîsandiye ku ";Piştî bûyerên vê dawiyê, artêşa Iraqê paşde kişiya û ew navç bi coih hiştin û hêzên pêşmerge jî ji bo sînorên Kurdistanê û milk û malên xelkê biparêze û rê li pêşketina terorîstan bigire, erka parastina wan cihan girte stûyê xwe";. + +Serokê Herêma Kurdistanê behsa encamdana referandomê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dike û dibêje, ";çûna pêşmerge bo wan navçeyan nayê wateya ku Kurd li wan deveran xwe bi zorê bide qebûlkirin. Lê emê bi referandomeke zelal raya akinciyên wan deveran werbigirin û hurmeta raya wan jî bigirin û emê pê ve girêdayî jî bimînin. Ji ber wê jî pêwîst nake êdî behsa madeya 140 were kirin yan jî li ser wê maddê pirs were kirin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serkonsulê Fransa li Herêma Kurdistanê, Alan Gêbaxt diyar kir, biryara serxwebûnê dê ji aliyê gelê kurd ve were dayîn çimkî kurd ziman, xak û hikûmeta xwe heye û wiha got: ";Bijî gelê kurd";. + +Serkonsulê Fransa li Hewlêrê, Alan Gêbaxt di bersiva pirsa Rûdawê de ku gelo Fransa dê pişta serxwebûna Kurdistanê bigire? Got, ez mîna dîplomatekî jêhatî bersiva vê pirsê didim û bersiva min jî ev e: bijî gelê kurd. + +Alan Gêbaxt ku beşdarî merasima vekirina markêtekî li Hewlêrê bû, diyar kir, niha pirraniya dîplomatan û gelê kurd behsa serxwebûna Kurdistanê dikin lê ez wek serkonsulê Fransa li Kurdistanê piştgiriya Iraqeke federal û demokratîk dikim lê di heman demê de em hurmeta biryara gelê Kurdistanê jî digirin. + +Serkonsulê Fransa li Kurdistanê her wiha ragihand, kurd zimanê xwe xaka xwe û dewleta xwe heye vêca li ser wan maye ka dê çi biryarê bidin û qedera xwe çawa diyar bikin. +Amed (Rûdaw) – Di çarçoveya doza KCKê de, parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji sala 2009an ve hatibû girtin, hat berdan. + +Duyemîn dadgeha cezayê giran a Amedê, biryara berdana parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û Husamedîn Çîçek da. + +Di biryara dadgehê de hat gotin ku heyama girtina Dîcle û Çîçek ku ji sala 2009an ve girtî bûn, li ber çavan hatiye girtin û biryara berdana wan hatiye dayîn. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Amedê, niha gellek kes li ber deriyê zîndana ku Dîcle û Çîçek tê de ne kom bûne û li benda derketina wan in. + +Bi berdana Hatîp Dîcle û Husamedîn Çîçek re hejmara girtiyên KCKê li Amedê daket 35an. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, 27emîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve hat bibîranîn. + +Saziya Kurdistana Bêjenosîd bi alîkariya Fermangeha Saziyên Sivîl a Herêma Kurdistanê merasimk ji bo bîranîna 27emîn salvgera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê li dar xist. + +Di merasimê de ku îro danê êvarê li salona civînan a Hotêl Çarçira ya bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, komek çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha hejmarek mexdûr û birîndarên kîmyabarana Serdeştê beşdar bûn. + +Di nav birîndar û mexdûran de bavê bi navê Mam Qadir jî hebû ku li bajarê Serdeştê wek ";Omerê Xawer ê Serdeştê"; tê nasîn. + +Di merasimê de alîkarê serokê Encumena Parastina Birîndarên Kîmyabarana Serdeştê, Salih Ezîzpûr axaftinek kir û ragihand, gelê kurd aştîxwaz e û dixwaze vê peyama xwe ji hemû cîhanê re ragihîne. + +Salih Ezîzpûr li ser navê mexdûr û birîndarên kîmyabarana Serdeştê, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, li pey doza kîmyabana Serdeştê li dadgehên navdewletî biçe. + +Her wiha hat xwestin ku deriyê sînorî yê Kêlê yê navbera Serdeşt û Silêmaniyê de bibe deriyekî navdewletî. + +Di dawiya merasimê de hinek malbatên mexdûr hatin xelatkirin. + +Hat zanîn, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê jî hatibû vexwendin lê ti kes ji wê wezaretê beşdarî merasimê nebibû. + +Bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê 28ê Hezîrana 1987an ji aliyê rêjîma wê demê ya Beis a Iraqê ve hat kîmyabarankirin ku di encamê de herî kêm 110 kes mirin û derdora 8 hezar kes jî birîndar bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Mûsilê, 3 xortên kurd ji aliyê çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê ve hatin gullebarankirin û kuştin. +Li gorî agahiyên ku ji hêza 2 a Zêrevaniyê ya Herêma Kurdistanê gihîştiye Rûdawê, çekdarên DAIŞê li gundê Tebreq Ziyaretê yê girêdayî bajarokê Bertile yê Mûsilê, 3 xortên kurdên şebek kuştin. +Li gorî agahiyan, ew xortên kurd li ber mizgefta gund hatine gullebarankirin û cenazeyên wan jî li ber deriyê mizgeftê hatine avêtin û heta niha jî malbatên wan newêrin herin cenazeyên zarokên xwe werbigirin. +Navên wan xortên kurd wiha ne: Izzet Maşallah, Hamîd Cemîl û Şakir Mihemed ku tê gotin Hamîd Cemîl pêşmergeyekî YNKê ye. +Wî jêderî her wiha da zanîn, duh jî li devera Gopcelîlê ya Mûsilê çekdarên DAIŞê sê caran êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê bi tundî bersiva wan hat dayîn. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku di çarçoveya doza KCKê de girtî bû û biryara berdana wî îro hat dayîn, ji zîndanê derket. +Duyemîn dadgeha cezayê giran a Amedê, îro biryara berdana parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û alîkarê berê yê şaredarê Baxlara Amedê Husamedîn Çîçek ku ji sala 2009an ve bi tohmeta endamtiya KCKê hatibûn girtin, da. +Li gorî agahiyan, Dîcle û Çîçek demek kurt piştî biryara dadgehê ji zîndana Tîpa Dê ya Amedê derketin û ji aliyê parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên saziyên sivîl û xizm û hevalên wan ve hatin pêşwazîkirin. +Li ber deriyê zîndanê, hevşaredarê Amedê Firat Anli xelata ";Aştî, Dostanî û Demokrasiyê"; ya ku ji aliyê Odeya Tabîbên Amedê ve hêjayî Hatîp Dîcle hatibû dîtin, da destê Hatîp Dîcle. +Dîcle jî axaftinek kir û spasiya kesên ku pêşwaziya wî kirine kir û got, birastî jî ez ji berdana xwe kêfxweş nebûm ji ber ku bi dehan hevalên min hîn di zîndanê de ne. hûn rastiyê bixwazin dilê gellekî tijî ye lê ji ber xatirê meha Remezanê û ji ber xatirê gava vê dawiyê ya hikûmetê ez naxwazim zêde tiştekî bêjim. +Hatîp Dîcle bang li dewletê jî kir, ji bona berdana hemû girtiyên siyasî yên kurd û Ocalan her wiha daketina gerîlayên PKKê ji çiyê çi pêwîst bike bê kirin û got, her wek em çawa duh di xizmeta gelê xwe demokrasiyê de bûn emê ji vir û şûnde jî li ser vê rêçê bimeşin û bila gumana ti kesî ji vê tinebe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bi tundî gef li çekdarên û ";komên terorstî"; ên mîna DAIŞê xwar û ragihand, hêzên parastina Herêma Kurdistanê bisebr in lê bizebr in . +Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji roja 10ê Hezîrana îsal ve hinek komên terorîst gellek caran û li cihên cur bi cur ên Kurdistanê ve êrişî hêzên pêşmerge û hêzên din ên parastina Herêma Kurdistanê dikin û deverên ku xelkê sivîl lê dijîn jî didin ber topan. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herî zêde çekdar û komên terorîst li deverên mîna Celewla, derdora Kerkûkê, Tûzxurmatû, Hemdaniye, Qereqûş, Rebîe, Şingalê û htd… êrişî hêzên pêşmerge kirine, bi taybet vê dawiyê li devera Hemdaniyê zêdetirî 15 caran êrişî pêşmerge kirine û jibilî vê deverên sivîl jî didin ber topan. +Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê de bi tundî gef li komên terorîst û rêxistina DAIŞê xwariye û wiha ragihandiye, ";Hemû hêzên parastina Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve xaka Kurdistanê diparêzin lê bila ew komên terorîst bizanin ku hêzên parastina Herêma Kurdistanê bisebr in lê bizebr in."; +Piştî ku çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî Mûsilê û hinek deverên din ên bakûr û rojavayê Iraqê kirin, artêşa Iraqê ji gellek deveran vekişiya û hêzên Pêşmerge jî ew valahiya ewlehiyê tijî kirin. +Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên leşkerî yên Herêma Kurdistanê, heta niha Pêşmerge nektiye pozîsyona êrişê li dijî DAIŞê lê heta niha gellek caran çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Eniya Turkmanî ya Iraqê (ITC) serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Kerkûkê wek ";serdana berpirsekî iraqî"; bi nav kir û ragihand, çimkî Kekrûk parêzgehek iraqî ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja 26ê Hezîrana îsal serdana bajarê Kerkûkê kir û bi hemû hêz û aliyên siyasî, leşkerî û sivîlên parêzgehê re rûnişt. + +Barzanî, li ser rewşa Kerkûkê got, êdî madeya 140 a Destûra Iraqê bicîh hatiye û nabe êdî ti kes li ser vê yekê tiştekî bêje çimkî emê referandomê bikin û raya hemû gelên parêzgehê bigirin. + +Eniya Turkmanên Iraqê li serdana Barzanî ya Kerkûkê û daxuyaniyên wî li ser madeya 140 daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî ku tabûra 12an a artêşa Iraqê li Kerkûkê nema valahiyek ewlehiyê li parêzgehê çêbû û rewşa parêzgeh derbasî qonaxeke hestiyar bû ji ber wê jî niha divê hemû xelkê Kerkûkê bi hev re bibin yek û rûhê biratî û pêkvejiyana aştiyane bihêz bikin da ku ji vê qonaxê derbas bibin. + +Eniya Turkmanên Iraqê her wiha serdana Barzanî ya Kerkûkê jî mîna serdana berpirsekî iraqî bi nav kir û ragihand, çimkî Kerkûk parêzgehek iraqî ye û wiha anî ziman: ";Daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê xelkê Kerkûkê bi taybet turkmanên wê derê dilgiran kiriye, ji ber ku dibe sedema alozbûna pêwendiyan."; + +Li gorî wê hêza siyasî ya turkman ku nêzîkî Tirkiyê ye, standina biryarên xweser û siyaseta piştguhxistina aliyên din Iraq anî vê rewşê ji ber wê jî eger tiştekî wisa dîsa were kirin heman rewş dê li Kerkûkê jî derkeve holê. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li dijî bendava ku li ser Çemê Taxarê tê çêkirin, niştecihên navçeya Çemîşgezeka Dêrsîmê digel beşdariya hemû partiyên siyasî, bawerî, çîn û tebeqeyên cihê cihê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. "Çemîşgezekî bi BDPyî, AKPyî, MHPyî û CHPyiyan; bi Elewî, Sunî, Kurd, Tirk, Şavaxiyan re li dijî HES û bendavan e. Ji ber ku Taxar a me hemûyan e. Taxar, ava jîna me ye. Têkoşîna ji bo Taxarê, ji me re anor û rûmet e." +Li ser Çemê Taxarê yê ku di hundirê navçeya Çemîşgezekê re derbas dibe, niştecihên navçeyê bi tevahî li dijî bendav û Santralên Hîdro-Elektrîkê (HES) xwepêşandaneke pirotestoyî li dar xistin. Lijneya Wezîran demeke berê der heqê cihê ku bendav tê çêkirin, biryara mîrîkirinê da. Ger ev bendava, li ser Çemê Taxarê bê çêkirin, şikeftên ku ji dema Ûrartûyan mane û heta niha jî ji aliyî Pîrên baweriya Raya Heq ve wekî xelwetgeh tên bikaranîn, di bin avê de dimînin. Bi taybetî jîngeha pezkuviyên ku ji aliyê dêrsîmiyan ve pîroz tên dîtin û jîngeha ajelên din jî, dê bi vê bendavê re têk biçe. Herêma Dêrsîmê ya ku bi sedan pincar û nebatên ku hîna nehatine tomarkirin û parastine ve tije ye û cihên dîrokî ji nav biçe. +Girseya ku li cihê ku tê payîn ku bendav bê çêkirin li hev civiya, heta Meydana Cûmhûriyetê ya navenda navçeyên xwepêşandanek bi hişyariya ku 'Taxar azad e, dê azad biherike', bi rê ve çû. +Li vir li ser navê girseyê Berdevkê Pilatforma Hevgirtinê ya Çemê Taxarê Hakan Gokalp daxuyanî xwend. Gokalp, di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo bicîwarbûna mirovan li Çemîşgezekê hokara/hêmana herî bingehîn Çemê Taxarê ye. Gokalp, wiha domand: "Ji ber ku her tim jiyan û şaristanî li pey avê çûye, li ser rêç û şopa avê ava bûne. Ev rewş û zagona xwegir a dinyayê ye. Kêmanî, girêdaneke me ya hezar sale bi Taxarê re heye. Bi Taxarê re heyîn û bûnewariya me derketiye meydanê. Taxar ji me re bûye çavkaniya jiyanê. Em zarokên Taxarê ne û bi ya Xwedê Taxar jî ya Çemîşgezekiyan e." +Gokalp di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di van çend salên dawî de li ser Çemê Taxarê fêl û fişûr, dek û dolabên genî tên gerandin. Gokalp, di vî warî de wiha pê de çû: "Çavkaniya jiyana me Çemê Taxarê ku bi hezaran sal e, azadane diherike; niha dixwazin bi boriyên hesinî, bi bendavan bixeniqînin û bimiçiqînin." +Berdevkê Pilatforma Hevgirtinê ya Çemê Taxarê Hakan Gokalp derbirî ku ger bendav bê çêkirin; Pira Taxarê ya dîrokî, şikeftên pir dêrin û kevnar tên hilweşandin û wêrankirin. Herwiha Gokalp, got ku li dinyayê degme cih hene ku pezkuvî û mirov di navhev de bijîn, lê ev bendav vê pîrozweriyê diherimîne. Gokalp, çêkirina bendavê wekî zordestî û komkujî bi nav kir û di vî warî de wiha axivî: "Bi HES û bendavan re kûçikên avê ku cisn û celebên wan di hemû dinyayê de li ber wendabûyînê ye, pezkuviyên bimbarek, remza navçeya me kewên gozel, hemû ji nav diçin. +Gokalp, patronên HES û bendavan, sermiyandar mîna 'ketî û rûreş' bi nav kir û got: "Ji bo çêkirina bendavek, divê rapora ÇEDê hebe. Ev rapor çi ye, hûn dizanin? Wate, pêwîst e ji bo çêkirina bendavê raya xelkê wê deverê were sitandin. Lê niha hemû çemîşgezekî li vir in, li dijî HES û bendavê ne. Ka qaşo, diviyabû bi erêkirina xelkê deverê bendav bê çêkirin." +Gokalp, bang li rayedarên dewletê jî kir û got: "Birêz Wezîrê Hawîrdor û Bajaran, Wezîrê Av û Daristanan, Birêz Serokwezîr tika ye dengê çemîşgezekiyan bibihîzin. Li Çemîşgezekê raporên ku ji bo çêkirina bendavan hatine çêkirin, hemû binvala û derew in." +Piştî daxuyaniyê, girseyê li ber def û zirneyê govend gerandin û piştre hêminane belav bûn. + + +Amed (Rûdaw) – Piştî 84 salan û bi destpêkirina meha Remezanê re mizgefta (mescid) dîrokî ya Merwanî yak u li nav Sûra Amedê de hatiye çêkirin, dîsa hat vekirin. + +Di Kela Amedê de bi tenê mizgeftek heye ûew jî Mizgefta Merwanî ye ku li ser bircaDeriyê Çiyê yê Sûrêhatiye çêkirin. Mizgefta Merwanî piştî 84 salan îsal bi destpêkirina terewîhan ve dîsa hat vekirin. + +Miftiyê BajêrNîmetullah Erdogmuş derbarê mijarê de daxuyanî da AAyê û diyar kir ku mizgefta Merwanî cihekî gellek girîng û dirokî ye ûji ber ku niha azad bûli Amedê terawîha ewil a Remezanê li vê mizgeftê kirin. + +Erdogmuş bibîr xist ku Merwaniyandi navbera sedsalên 10 û 11an de bi qasî 100 salî li Amed û derdora wê hikum kirin ûkurdanrêveberiya wê ava kir û anî ziman ku di wê demê de ji bo ku leşker nimêja xwe bikin ev mizgeft di bircê de hatiye çêkirin. + +Erdogmuş destnîşan kir ku demeke dirêj wek mizgeft hatiye bikaranîn lê belê di dewra Komara Tirkiyê de ji bo tiştên din hatiye xebitandin. + +Erdogmuş diyar kir, ji bo ku mizgeft di meha Remezanê de bê vekirin zehf zêde hewl dane û wiha pê de çû: "Vira bi mîhraba xwe, mîmariya xwe û her aliyê xwe ve mizgeft e. Derheqê vê de çavkaniyên dîrokî hene. Di dewra komarêde ji bo karên din hatiye xebitandin. Mirov nikare vê îzah bike. Niha mescid wek berê bû mizgeft. Nêta me hebû ku me li qatê ser nimêja terawîhê bikira lê niha nebû lê înşallah demekêemê li wir nimêj bikin. Dilê vê bircê mescid e." + +Erdogmuş eşkere kir ku di bircan de mizgefta ewil Mescida Merwanî ye û paşê piştî 150 salî şûnda mizgefta Hz. Omer di bircan de hatiye çêkirin. + +Di kîtabeya mescidê de hatiye nivîsandin ku mescid bi destê Hikumdarê MerwanîEbûNasir Mihemed Bin Cehîr ve di sala 1056an de hatiye çêkirin. Wisa tê zanîn ku di kela Amedê de bi tenê mescidek hatiye avakirin û ew jî Mescida Merwanî ye. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 15 xwendekarên pola 9an yên herêma Kobanî ku ew di 29 gulana borî de li ser rêya Helebê girtibûn, duh li bajarê Munbicê serbest berdan. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh 15 xwendekarên Kurd ên li Munbicê ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn girtin hatin berdan. + +Tevahiya hejmara xwendekarên girtî li cem DAÎŞê li bajarê Munbicê, 143 xwendekar bûn, piştî berdana 15an ji wan niha 128 xwendekar hîn girtî li cem DAÎŞê mane. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hejmara tevahiya girtiyên ji herêma Kobanî li cem DAÎŞê di navbera 350 heta 400 kesî de ye. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku ";berdana wan xwendekaran wek gavekê ye ji bo avakirina baweriyê di navbera DAÎŞ û YPGê de da ku hemû girtiyên Kobanî bi dîlên DAÎŞê re werin guhertin. + +Her li gor zanyiyariyên ku peyamnêrê Rûdawê li Kobanî dane, li bendê ye YPGê jî çend dîlên DAÎŞê li hember berdana wan 15 xwendekaran serbest berde. + +Danûstendina di navbera DAÎŞê û YPGê de li ser pevguhertuna girtiyên Kobanî bi dîlên DAÎŞê re di rêya 2 komîteyên sivîl re tê birêvebirin. Ew her du komîte wê navbênkariyê di navbera her du aliyan de berdewam bikin heta ku hemû girtî û dîl serbest werin berdan + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên asayişa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, pêr roja înê, du endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) girtin. +Çavkaniyeke taybet ji bajarê Dêrikê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pêr, 27.06.2014, piştî qedexekirina lidarxistina semînareke siyasî li nivîsgeha PYKS li dêrikê, hêzên Asayişê 3ê kes girtin. +Li gor heman çavkaniyê yek ji her sê kesan serbest hatibû berdan û her du kesên din bi navê Semîr Şakir û Mistefa Ebdulrehman Hacî, naskirî bi Berzanî, heta niha girtî ne û çarenivîsa wan û cihê girtina wan nediyar in. +Roja înê, biryar bû ku semînareke siyasî li nivîsgeha partiya Yekîtiya Kurd bê lidarxistin, lê beriya semînar destpê bike, hêzên Asayiş û YPGê nivîsgeh dorpêç kiribûn û xelkên di nava wê derxistibûn û deriyê wê girtibûn. +Roja pêncşema borî jî, li bajarê Serê Kaniyê, hêzên Asayişê endamê Partiya Yekîtî Bedran Misto ku Asayiş û YPGê jê xwestibûn di nava 24 saetan de ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, saet derdora 12ê şevê ji bal hêzeke asayişê ve hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e. +Sekreterê Partiya Yekîtî Ibrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ji bo çalakiyên partiya wan di salvegera bûyerên Amûdê û zinara erebî de, ev kiryar li dijî partiya wan tên kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî gotûbêjên navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parlamenterên HDPê bi şandên hikûmeta Tirkiyê re, hikûmetê di rêya wezareta dadê re pakêteke ji heft madeyan derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de amade kir û radestî Parlamentoya Tirkiyê kir, ew jî pêwîste berî têkeve tatîlê di 25ê tîrmehê de wê pakêtê pesend bike. + +Li gor wê pakêta, pêwîste êdî danûstandinên pêvajoyê bibin danûstadinên yasayî bi awayekî din yanî kesên ku cî di van danûstandinan digrin, çi aliyê dewletê û çi jî aliyên din, nekevin bin lêpirsîn û lêkolînan û rê li pêşiya daketina gerîlayên ku tevlî şerê li dijî artêşa Tirkiyê nebûne veke da ku bikaribin vegerin malên xwe. + +Ocalan derbarê vê yekê de got ku ";herçiqas ne li gor hêviyên wî bin jî, lê ev gav dîrokî ye û pêwîste naveroka wê pakêtê bê dagirtin û demildest desteya şopandinê bê avakirin";. + +Serokê Partiya Komar a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê pakêtê de got ";Ev pakêta yasayê rêyeke bê sînor dide hikûmetê û ev jî metirsîdar e, pêwîste parlamento danûstandinên pêvajoya aştiyê di navbera hikûmet û PKKê de bişopîne, tirsa ewe ku ewqas desthilat ji rêxistina MÎTa Tirkiyê re tê dayîn, kî dizane dîsa MÎT bûyerên kujer nediyar careke din neke";. + +Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji malperên nêzîkî PKKê re got ";Ji bo pêşketina pêvajoyê ev pakêteke girîng e, lê derketina vê pakêtê nayê wateya ku danûstandinên pêvajoyê bûn qanûnî, ew tişt wê di dema ku hikûmet qanûn pesend kir û şûnve wê bê diyarkirin";. + +Bayik anî ziman ku ew ";ditirse dîsa bibe amûreke demderbaskirinê û xizmeta serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de bike";. Bayik herwiha got ";Tiştê herî girîng niha ewe ku hikûmet aliyê sêyê ji pêvajoyê re çêbibe ew jî desteya şopandina pêvajoyê ye";. + +Siyasetmedarên kurd dibêjin ku Li Tirkiyê gelek yasa û qanûn derketine û gelek maf jî hene, lê kî dizane ku ev pakêta qanûna pêvajoyê jî nebe wek qanûnên din û naveroka wê bê valakirin. Ew herwiha diyar dikin ku ya herî girîng ewe ku ";dîroka derketina wê pakêtê berî hilbijartinên serokomariyê wan dixe nav gelek gumanan";. + +Ew siyasetmedar herwiha dibêjin ku ";herçend ew dizanin ku hikûmetê gotina pirsgirêka terorê li dewsa gotina pirsgirêka Kurd di pakêtê de bi cî kiriye, dixwaze hêrsa nijadperestên Tirk li hember pakêtê kêm bike jî, lê ev tê wê wateyê ku hikûmeta heta niha nikare navê pirsgirêkê rast bibêje, ewê çi bawerî bide gelê Kurd ku bi rastî ewê pirsgirêkên sed salî çareser bike";. + + + + +Mêrdîn (Rûdaw)- Cenazeyê şervanê YPGê Alî Narîn (Dilşad Amed) ê ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAÎŞê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji dersiyê sînor ê Dirbêsiyê hat wergirtin. + +Cenazeyê kurê hevşaredarê Surê Seyîd Narîn şervanê YPGê Alî Narîn duh şemiyê ji aliyê malbatê ve ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat wergirtin. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, piştî karên fermî yên li deriyê sînor cenaze ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. + +Piştî cenazeyê Narîn hate wergirtin ji bo otopsiyê birin nexweşxaneya dewletê ya Qoserê. + +Hate zanîn ku piştî şanda ji Amedê tê otopsiyê dike dê cenaze teslîmî malbat bikin. + +Cenazeyê Alî Narîn li goristana Yenîkoyê ya Amedê bi xakê hat spartin. + +Alî Narîn di 2yê gulanê de li Rojavayê Kurdistanê di şerê navbera YPG û DAÎŞê de şehîd bû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Li parêzgeha Kerkûkê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞ û grûpên çekdarî yên Şîa de derket û heta niha 14 çekdarên Şîa birîndar bûne, herwiha 2 pêşmerge ji ber wî şerî birîndar bûne. + +Çekdarên Şîa li gundê Beşîr ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê êrîşî çekdarên DAÎŞê kirin û wan jî bi hawen û katyoşa bersiv dan û 7 çekdarên Şîa birîndar kirin. + +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, dema ku çekdarên DAÎŞê bersiva çekdarên Şîa dan, hawenek li nav hêzên pêşmerge li nêzîk wê navçeyê ket û di encam de 2 pêşmerge birîndar bûn. + +Di êrîşa çekdarên Şîa de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê beşdar nebûn, ev yek jî li ser xwesteka wan grûpên Şîa ne ku dixwazin bi xwe navçeyên xwe biparêzin. + +Li ser rêya navbera gundê Beşîr û bajarokê Tazexumatû de bombeyeke vedayî bi otombîla grûpeke çekdarên Şîa de teqiya û di encam de 7 çekdarên din ên Şîa birîndar bûn. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarê Dêrsîmê li hev civiyan û li Meydana Seyîd Riza têkildarê rojeva Bakur, Tirkiye û Rojhilata Navîn rexne û nêrînên xwe derbirîn. + +Baroyên bajarê Bakurê Kurdistanê duh êvarê serdana Dêrsîmê kirin. Piştî nirxandina rojevê ya li Baroya Dêrsîmê, têkildarê rojevê daxuyaniya baroyan li Meydana Seyîd Riza aşkere kirin. + +Daxuyanî ku ji aliyê serokê baroya Dêrsîmê Ûgûr Yeşîltepe ve hat xwendin û rexne li pakêta nû ya bi navê ";Pêşnûmeya Qanûnî ya Têkildarê Bihêzkirina Yekbûna Civakê û Bidawîhênana Terorê"; hat girtin. + +Yeşîltepe diyar kir ku ev pêşnûme girîng e û got ";Bi qanûnîkirina vê pêşnûmeyê re dê aktorên pêvajoya çareseriyê wêrektir û bibandortir tevbigerin";. + +Yeşîltepe derbarê navê projheyasayê de rexneyên tund li hikûmetê kirin û got ";Kêşeya Kurd û têkildarê wê pêvajoya çareseriyê piralî ye, nabe ku navê wê wekî 'kêşeya terorê' bê destnîşankirin. Ev pênaseya li dijî cew û giyana pêvajoyê ye";. + +Yeşîltepe derheqê pêşkeftina DAÎŞê de bal kişand ser lêkçûna Tirkiyê û Iraqê û go ";Li hemberî DAÎŞa ku bi awayekî korane bi dijberiyên mezhebî û siyasî kêşeyên civakî har û gurr dike; bêguman pêwîste nirxên demokratîk û mirovahiyê bên parastin. Divê neyê jibîrkirin ku Hema bigire her nijad, dîn û mezhebên ku li Iraq û Sûriyê dijîn, li Tirkiyê jî hene";. + +Serokê Baroya Dêrsîmê derbarê girtiyên nexweş de got ku ji bo berdana wan bendewariyeke mezin di civakê de çêbûye, divê demildest bên berdan. + +Yeşîltepe diyar kir ku li Bakur çêkirina bendav û baregehên leşkerî li dijî pêvajoya çareseriyê ye û xwest ku hikûmet dest ji van projeyan berde. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro roja dawî ye ji bo wan kesên ku dixwazin xwe ji bo hevserokatiya kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê namzed bikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, heta niha 2 kesan xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed kirine. + +Ew du kes jî şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham û rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Hediye Yûsif in. + +Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê deriyê pêşkêşkirina namzediya ji bo hevserokê kantona Cizîrê di 19ê hezîranê de vekir û biryar e îro 29/6/2014 deriyê namzediyê bê girtin. + +Li gor mercên encûmena yasadanînê, divê kesê xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed bike ev merc tê de hebin: + +1- Divê bi temenê xwe 53 sal derbas kiribe. + +2- Divê ji hemwelatiyên Sûriyê û nişteciyê herêmê be. + +3- Divê mafên wî/ê yê sivîl parastî be û bi tewambariyeke kirêt nehatibe darizandin. + +Rêveberiya kantona Cirîzê yek ji wan her sê rêveberiyane ku di dawiya meha çile ya borî de li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi van rêveberiyan nake. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Palamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî ji bo parlamentoyê hatiye gazîkirin. + +Yûsif Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku Aştî Hewramî dê were parlamentoyê û zaniyariyan derbarê krîza benzînê de bide parlamenteran. + +Mihemed diyar kir ku hîn dema hatina Hewramî bo parlamentoyê nehatiye destnîşankirin, lê ewê van nêzîkan were. + +Derbarê pirseke Rûdawê de ku ji ber çi ew tevlî civîna serkirdeyên Kurd ligel wezîrê derve yê Amerîka nebû, Yûsif Mihemed got ";Tiştekî normal e ku em tevlî wê civînê nebûn, ji ber desthilata yasadanînê ne wek a cîbicîkirinê ye û ne merce di hemû civînan de beşdar bibe";. + +پشتی 11 سالێن چاڤەرێکرنا گەلێ کورد، داوی جار سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ ئاخفتنا خۆە کر و گوتی "ماددا ١٤٠هاتیە ب جهئانین "، ئەندامەکێ شاندا دانووسانکارا دناڤبەرا هەرێما کوردستانێ و بەغدادێ دە، بالدکشینە سەر ڤێ یەکێ کۆ ئێدی ل دەمێ گۆتۆبێژان ئەو بەهسا ڤی ماددەی ناکەن، چونکی ژ ئالیێ کوردان ڤە هاتیە ب جهئانین. + +Stenbol (Rûdaw)- Tevger ango serhildana Şêx Seîd di dîroka Komara Tirkiyê de cihekî gelekî girîng distîne. Li gor dîroka fermî ya komarê vê tevgerê xwestiye ku xelîfetiyê bi şûn de bîne û komarê têk bibe. Ji ber wê jî bi awayekî tund êrişî vê tevgerê kirin û ewên ku beşdarî serhildanê bûn hatin darvekirin. Îsal 89êmîn salvegera van darvekirinane. Dîroknas Ayşe Hur bi vê munasebetê derbarê tevgera Şêx Seîd û encamên wê de ji televizyona Rûdawê re axivî. +Şêx Seîd di 29ê Hezîrana 1925an de bi 46 hevalên xwe ji hêla dewleta Tirkiyê ve hate dar ve kirin. Cenazeyê wî weke gelek cenazeyên din yên serok û rêberên Kurdan hate revandin û li cihekî nediyar hate veşartin. Weke Seyîd Riza, weke Bedîuzzeman Seidê Kurdî û yên din. +Îsal 89emîn salvegera darvekirina Şêx Seîdî û hevalên wî ne. Tevgera ku Şêx Seîd jê re rêbertî dikir piştî dar ve kirinan bela bû û kesên ku beşdarî tevgerê bûbûn yan jî tu eleqeya wan nebûbû ji hêla dewletê ve hatin surgin kirin. Ji wê salê û vir ve Kurd, Kurdistan û tiştên bi kurdan ve girêdayî hatin qedexekirin. Tevgera Şêx Seîd di dîroka fermî ya dewletê de êdî tevgerek paşverû ku li hember komarê derketiye hate nîşandin. +dîroknasa Kurd derbarê 89emîn salvager darvekirina Şêx Seîd de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji zaroktiya me û heta niha bi rêya çapemeniyê, bi rêya zanîngehan her ji me re di gotin ku tevgera Şêx Sêîd tevgereke paşverûye. Li Tirkiyê îrtîca û paşverûtî di vê tevgerê de gihiştîye asta herî bilind. Li gor vê nêrînê ev tevger sembola xetereyê ye ku divê her dem li hember wê di nava hişyariyê de bin. Piştî salên dirêj di salên dawî de hêla wê ya Kurd yan jî Zazabûnê kete rojevê. Hêla Kurdbûn yan jî Zazabûnê li gor min tevliheviyekê çêdike. Hin kes vê tevgerê weke tevgereke Zaza dibînin û li hember girêdana wê ya bi tekoşîna netewî ya Kurdan ve derdikevin."; +Mijareke din ku dewlet bi salane propagandeya wê dike jî mijara têkiliya tevgera Şêx Seîd bi hêzen weke îngilîzan ve ye. +di vê barê de jî Ayşe dibêje: ";Îhsan Şerîf Kaymaz tezek derbarê Mûsilê de amade kiriye. Ev kes hem ji arşîvên Osmanî hem jî ji yên Îngîlîzan sûd wergirtiye. Wê demê îngîliz desthilatdarin. Ji ber wê jî arşîva wan girîng e. Li gor tiştên di vê tezê de hatiye nivîsandin îngîlîz dibêjin belkî serhildana Şêx Seîd ji hêla Tirkan ve hatibe derxistin. Dibêjin ku gelo dibe Tirkiyê ji bo Mûsîlê careke din bi dest bixe ev serhildan derxistibe. Weke tê zanîn di peymana Lozanê de k udi sala 1923yan de hatiye îmze kirin hatiye gotin ku dê pirsgirêka Mûsilê pişt ra bê çareser kirin. Dema ev serhildan derdikeve metirsî bi îngîlîzan re çêdibe. Li sûriyê Fransa heye. Tirk li hember serhildanê rêya hesin bi kar tînîn ku di destê Fransadaye. Îngîlîz û Fransiz mutefîkin. Ma dibe ku Fransiz li hember serhildanek ku bi piştgiriya Îngilîzan derdikeve destek bike."; +Di van 90 salên derbasbûyî de nêrîna fermî ya dewleta Tirkiyê tevgera Şêx Sêîd weke berpirsê windakirina Mûsîl û Kerkûkê rê daye. Heman mijar di rojame de jî tê nîqaş kirin. +Di dawiyê de Ayşe Hur diyar kir ku: ";Mijara Musîlê yek ji meseleyên xeyalên Neteweperweriya Tirkan e. Ew xeyal dikin ku biçin Balkanan û Selanîkê rizgar bikin. Xewna tevlêkirina Komarên Tirkî yên Asya Navîn dibînin. Bi taybetî ji bo wan kesên ku xwedî hişmendiya Îslamîne Mûsîl û Kerkûk du cihên pîroz yên welatên Tirka yên kevnin.Lê li gor nêrîna min ya girîng nefte. Ger ku neft li wir tuneba û çol û çolistan ba tu kesî nedigot em wan deran bistînin. 80 salin xeyalan çêdikin. Di warê dadê de tu mafê Tirkiyê nîne. Raya giştî ya Tirkan vî tiştî nizane. Dibêjin ku belkî petrola me li wir heye. Tiştekî wisa nîne. Statuya wê ya hiqûqî aşkere ye. +Di her salvegera yadkirina Şêx Seîd û hevalên wî Kurd ji bo ku dewlet gora wî ji raya giştî re aşkere bike bangan dikin. Dîsa dixwazin ku belgeyên derbarê darvekirina wan de jî derkevin holê. Lê heta niha di vî warî de tu gav navêtiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Hisên Çelîk ragihand ku eger dewleta Iraqê peçe bibe îhtîmala çêbûna dewletekî serbixwe ya Kurdistanê jî heye û Tirkiyê jî wê wek berê jê nerehet nebe. + +Çelîk di hevpeyvîneke rojnameya Financial Times re got ku ";di demên borî de mijara dewletbûna Kurdên Iraqê ji bo Tirkiyê mijarekî şer bû, tew gotina Kurdistanê tawanek bû, lê divê her kes qebûl bike ku navê wê herêmê Kurdistan e";. + +Çelîk ku bi eslê xwe Kurd e destnîşan kir ku ";eger Iraq perçe bibe wê dewleta Kurdistanê bibe cîranê Tirkiyê û wê rola herêmeke tampon di navbera Tirkiyê û rêxistina DAÎŞê de bilîze, Tirkiyê jî wê gelek sûd jê wergire";. + +Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê herwiha got ";Dema ku Herêma Kurdistanê bibe dewlet wê bandora xwe bi erênî li ser pêvajoya aştî û çareseriya ku li Tirkiyê birêve diçe bike û êdî PKKê wek berê nikare li wan herêman bimîne";. + +Hisên Çelîk aşkere kir ku ";Tirkiyê û Herêma Kurdistanê gelek girêbestên girêdayî petrol û gaza siruştiya Kurdistanê îmze kirine û gelek şîrketên weberhênanê yên her du aliyan jî hatine lidarxistin, ji ber wê jî têkiliyên me bi herêmê re gelek girîng e";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya vê dawiyê ligel şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de behsa wan ciwanên ku tevlî PKKê bûne û malbatên wan dixwazin wan vegerînin, kir. + +Li gor medya Tirkiyê Ocalan di rêya şanda HDPê re ku roja 26 hezîranê çûbûn girava Îmraliyê, ";talîmat daye berpirsên KCKê ku ew 134 ciwanên tevlî gerîlayên PKKê bûne bên vegerandin ji bo malbatên wan";. + +Hat ragihandin ji bo çareserkirina pirsgirêkê malbatên ku ev nêzîkî mehekê ye çalakiyan ji bo vegerandina zarokên xwe li dar dixin, ";şandek ji HDPê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (TSK ) bê avakirin û biçin Qendîlê û wan ciwanan li wir teslîm bibin";. + +Herwiha li gor daxuyaniya Saziyên Civaka Sivîl (TSK ) li Amedê, ";pêwîste ew ciwan di nava heftiyekê de vegerin malên xwe û wê ji aliyê dadwerî û dozgeriyê ve neyên girtin û çûna wan wek tawan neyê dîtin";. + +Di daxuyaniya TSKê hatiye gotin ku ";pêwîste ew 134 ciwanên ku tevlî gerîlayên PKKê bûne berî cejna Remazanê vegerin malên xwe";. + +Nêzîkî 15malbatan ji bo vegerandina zarokên wan ên tevlî PKKê bûne, ji roja 19ê gulanê de çalakiyan li dar dixin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêje ku ew dixwazin ofîseke rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyê din ve hatiye ragihandin, li paytexta Misrê Qahîreyê vekin. + +Berpirsê têkiliyên dîpolmasî yê TEV-DEMê Ebdilkerîm Omer di hevpeyvînê de bal kişand ku ew wek rêveberiya xweseriyê dixwazin têkiliyên wan ên herî baş ligel welatên erebî û herêmî, bi taybet Tirkiyê re hebin. + +Omer di hevpeyvînekê de ku malpera fermî ya PYDê belav kiriye, aşkere kir ku piştî şanda wan a rêveberiya herêma Cizîrê ji Ewropa vegere ewê serdana Urdun, Iraq û Libnanê jî bikin. + +Ebdilkerîm Omer ku di heman demê de berdevkê encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê ye jî, herwiha red kir ku ti têkilî û hemahengî di navbera rêveberiya wan û rejîma Sûriyê de hebe. + +Derbarê Erebên Xemir ên ku di salên hefêyî de bi zorê li herêma Cizîrê hatin bicîkirin û dest danîne ser erdên Kurdan, Berpirsê têkiliyên dîpolmasî yê TEV-DEMê diyar kir ew erd dê li xwediyên wan vegerin, lê çareseriya vê pirsgirêkê pêwîstiya wê bi demekê heye. + +كومبوونا شێخێن رهبیعا دگهل پێشمهرگهیی. ڤی تی. +غهریب مهجید +رووداو زاخۆ. +ئهڤه دیمهنێن كومبوونا شێخێن عهرهبێن رهبیعایه، دگهل هنارتیێ پارێزگهها دهوكێ، هێزێن پێشمهرگهیێن ههرێما كوردستانێ ئهوێن ل دهڤهرێ، رووژهڤ خواستنا داخوازییانه ژ حكومهتا ههرێما كوردستانێ. +لێدوانا بن نهیان محهمهد شهلالی¤WA0 4912 ، مهزنه شێخێ هوزا شهمهرا ل رهبیعا ¤WA1 4920 +(( مه ئاخڤتن لسهر چاوانیا پێشكێشكرنا خزمهتگوزاریان كر ل دهڤهرێ، بابهتێن ساخلهمی و باژێرڤانی و ههروهسا خالا گرنگ ئهو بوویه لسهر ئهردێ كشتوكاڵی، وهكو دیار نها كارهب هاتییه بڕین، ژبهرڤێ ئێكێ ژی جوتیارێن مه پێ دناڵن، ژبهركو نهشێن ئاڤێ بگههیننه زهڤیێن خوه)) +ب راسپاردا سهرۆكێ حكومهتا ههرێما كوردستانێ، نێچیرڤن بارزانی، لیژنهك ژ پارێزگهها دهوكێ ب سهروكاتیا قایمقامێ سێمێلێ هاتییه پێك ئینان، دیسان لیژنهك ژ خهلكێ دهڤهرێ ژی، بو دیڤچوونا ئهوان داخوازیان، لێ ژلایێ جێبجێكرن و برێڤهبرنێڤه، نها رهبیعا سهر ب قهزا سێمێلێ ڤهیه. +لێدوانا مازن عهلی¤WA2 4824 ، قایمقامێ سێمێلێ...¤WA3 4856 +((چ گوهورین ناكهڤنه دفهرمانگههێت میریدا، بوڤێ قوناغێ عهلاقاتێت وان یێن مباشر دێ بوێ ههیئا خهلكێ رهبیعهڤهبت، و ئهو ههیئه دی پهیوهندیا موباشر دگهل پارێزگهها دهوكێ ههبیت، بوڤێ قوناغێ دا بشێن خهلك نهمینته راوهستیایی)) +پاراستنا رهوشا ئهمنی ژی لدهڤهرێ دێ برێیا پێشمهرگێن ههرێما كوردستانێ بیت. +لێدوانا هاشم سیتهیی¤WA4 4840 ،¤WA5 4984 فهرماندارێ لیوا ههشتا پێشابیرێ... +((ئهم چاوابشێن دێ پتر كونترول كهین ، ئهو ژی دێ ختهك بیت دناڤبهینا مه و ئهنجومهنی، كهسایهتی وری سپی و خهلكێ رهبیعا، ئهم پتر بشێن كونترول كهین چاوا ئهمنییهت بخوازیت، چاوا دێ پتر ئهمنیهتا رهبیعا دێ هێته پاراستن ئهم دێ وێ كهین)) +ههمی ئاماژهو بووچون ژبو هندێنه، كودهڤهرا رهبیعا ژلایێ برێڤهبرنێڤه دهڤهرهكا كوردستانییه، تانوكه ژئالیێ خهلكێ دهڤهرێڤه كارڤهدانا ڤێ ئێكێ نهبوویه. +ستاند ئاپ... + + +Kerkûk (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji polîsê Kerkûkê ragihand ku îro hêzeke çekdarî ya Artêşa Bedir li Kerkûkê êrîşî gundê Beşîr kir û di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de şer derket. + +Çavkaniyekê ji polîsê bajar û bajarokên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku dema çekdarên Artêşa Bedir ber bi gundê Beşîr ve diçûn 2 bombe bi otombîlên wan de teqiyan û di encam de 2 çekdarên Şîa hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn. + +Çavkaniyê herwiha got ku hêza Artêşa Bedir ti hemahengiyek ligel hêzên pêşmerge û xelkê navçeyê nekiribû. + +Li gor heman çavkaniyê, di şerê li gundê Beşîr de 20 çekdarên Şîa hatin kuştin û nêzîkî 30 çekdarên Şîa jî birîndar bûne, herwiha zêdetirî 20 çekdaran jî dîl ketine destê DAÎŞê. + +Çavkaniyê aşkere kir ku hêzeke din a Artêşa Bedir li navçeyê asê maye û ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin û rewşa wan di metirsiyê de ye. + +Li gor zaniyariyên ji hêzên pêşmerge, çekdarên DAÎŞê, hêzeke pêşmerge jî topbaran kirin û ";nêzîkî 7 pêşmerge birîndar bûne û polîsek jî şehîd bûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Leyla Zana û Sirî Sureya Onder wê di rojên bê de biçin Îmraliyê û tê çaverêkirin Ocalan derbarê yekîtiya Kurdan de nameyekê ji Barzanî re bişîne. + +Li gor malperên HDPê, wê parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder di rojên bê de biçin girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. + +Hat ragihandin ku wê naveroka wê hevdîtinê bi giranî li ser rewşa Iraqê û geşedanên vê dawiyê li wê derê çêbûne be . + +Herwiha tê çaverêkirin ku Ocalan nameyekê derbarê yekîtiya Kurdan û rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê yekgirtinê de ji Mesûd Barzanî re rêbike. + +Leyla Zana roja 25ê çileyê lige Sirî Sureya Onder serdana girava girava Îmraliyê kiribûn û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. + +Kobanî (Rûdaw) - Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), 15 xwendekarên pola 9an yên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ku di 29 meha Gulana borî de li ser riya Helebê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, serbest berdan. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, ku tevahiya hejmara xwendekarên girtî li cem DAIŞê li bajarê Munbicê, 143 xwendekar bûn, piştî berdana 15 an ji wan, ana 128 xwendekar hîn girtî li cem DAIŞê mane, û hejmara tevahiya girtiyên ji herêma Kobanî li cem DAIŞê, di navbera 350 ta 400 kesî de ye. +Herweha peyamnêrê Rûdawê got ku, berdana wan xwendekaran ji aliyê DAIŞê ve wekî gavekê ji bo avakirina baweriyê di navbera DAIŞ û YPGê de ye, ta ku hemî girtiyên Kobanî bi hêsîrên DAIŞê re werin guhertin û çav li rê ye ku YPG jî ji aliyê xwe ve, çend hêsîrên DAIŞê li hember berdana wan 15 xwedekaran serbest berde. +Danûstendina di navbera DAIŞ û YPGê de, li ser pevguhertuna girtiyên Kobanî bi hêsîrên DAIŞê re, di rêya 2 komîteyên sivîl re tê birêvebirin û wê ew her du komîte navbênkariyê di navera herdu aliyan de berdewam bikin, ta ku hemî girtî û hêsîr serbest werin berdan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, êdî Herêma Kurdistanê nikare siyaseta xelet a Bexdayê tehemul bike û Netewên Yekbûyî (NY) xwest, ji bo encamdana referandomê alîkariya Herêma Kurdistanê bike. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di hevdîtina digel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY, Nîkolay Miladînov ragihand, Herêma Kurdistanê êdî amade nîne siyaseta xelet a Bexdayê tehemul bike, niha ji ber têkçûna Bexdayê ye ku terorîst bûn hevsînorê Herêma Kurdistanê lê pêşmergeyên Kurdistanê sînoran û hemû pêkhateyên netewî û ayînî diparêzin. +Di civînê de Nîkolay Miladînov ji Barzanî xwest ku Herêma Kurdistanê mîna her car rola xwe di çareserkirina kirîza Iraqê û jinûve destpêkirina pêvajoya siyasî her wiha pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bilîze. +Mesûd Barzanî jî têkez kir ku Herêma Kurdistanê di nav 10 salên borî de gellek nermî nîşan daye û her gav ji bona çareserkirina arîşeyan hazir bûye û wiha got: ";Lê hevpeymanên me di cîbicîkirina madeyên destûrê û rêkeftinan de her dem xwe dan paş. Mixabin ji ber siyaseta xelet a Bexdayê û piştguhxistina aliyên din arîşe kûrtir bûn û rewşa îro derket holê. Ji ber wê jî divê ev siyaset ji Bexdayê ve were guhertin û yên ku sebebkarên vê kirîz ne şikesta xwe qebûl bikin û rê bidin da ku pêvajoyeke siyasî ya nû dest pêbike."; +Barzanî li ser Kerkûk û deverên Kurdistanî yên nêzîkî eniya şer û pevçûnan jî got ku ew dever beşek ji xaka Kurdistanê ne û hêzên Pêşmerge jî ji bona parastina wan deveran û hemû xelkê wan deveran li wir in û dê li wir bimînin û wiha anî ziman: ";Jixwe madeya 140 qediyaye. Kurdistan hurmeta netewên din ên li wan deveran digire. Emê referandomek zelal li wir bikin û ji bo vê jî daxwaza alîkariyê ji NY dikin."; +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, nûnerê taybet ê Ban Kî-Moon li Iraqê jî spasiya Barzanî kir ji ber hewandina wan awareyên ku ji ber êrişên vê dawiyê yên DAIŞê reviyane Herêma Kurdistanê û ragihand, NY her dem hewl dide alîkariya awareyan bike. +Di dawiyê de Nîkolay Miladînov, diyar kir ku divê arîşe û kirîza Iraqê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û divê destûr bibe bingeha çareseriyê her wiha divê mafên komên siyasî yên sunnî jî were dayîn û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bên çareserkirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê û piştî şerê di navbera çekdarên şîe û DAIŞê de 27 çekdarên şîe ";wenda bûne"; û nayê zanîn ka hatine kuştin yan hatine girtin. + +Îro danê sibê hêza çekdar a bi navê Bedir ku tê gotin hemû şîe ne bi 100 çekdaran êrişî çekdarên DAIŞê li gundê Beşîr ê Kerkûkê kirin. + +Lê Asayişa bajarokê Xurmatû dibêje, di wî şerî de komek çekdarên wan ketine kemîna DAIŞê û ji wê demê ve heta niha 27 çekdarên wan diyar nînin û nayê zanîn ka hatine kuştin yan jî girtin. + +Rêveberê Asayişa Xurmatû, Farûq Ehmed ji Rûdawê re got, pirraniya wan çekdarên ku wenda bûne xelkê Xurmatû ne û fermandeyê wan ê bi navê Ebas Çoma jî heta niha nayê zanîn ka li kuderê ye. + +Di şerê îro yê li gundê Beşîrê yê Kerkûkê de ku di navbera komek çekdarên şîe û DAIŞê de qewimî, 50 çekdarên şîe hatin kuştin û birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, di wî şerî de topek hawanê jî li nav komek pêşmerge de teqiyabû û di encamê de 2 pêşmerge birîndar bibûn. + +Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku piştî 4.5 salan duh hat berdan, ragihand, rêberê girtî yê PKKê dê ";Newroza 2015an"; were berdan. Dîcle, her wiha bang li partiyên kurdî kir Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin. + +Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji sala 2009an ve û di çarçoveya doza KCKê de hatibû girtin, duh hat berdan. + +Hatîp Dîcle, îro li avahiya BDê ya Amedê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, dewleta Tirkiyê ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran ve dest bi kuştin û jinabirina siyasetmedar û lîderên kurd kiriye lê ji vê yekê ti encamek bidest nexistiye û herî dawî jî ev kuştina fîzîkî vegeriya kuştina siyasî. + +Dîcle eşkere kir ku di zîndanê de hinek rayedarên dewletê ji wan re digotin, herin şukra Xwedê bikin ku em we nakujin tenê we davêjin zîndanê. + +Parlamenterê berê yê Amedê, li ser berdana Ocalan jî axivî û ragihand, eger kurd zû xwe bikin û bihêz bibin Ocalan dê wiqas zû were berdan. Li ser pirsa kesekî ku Ocalan dê kengê were berdan, Dîcle wiha got: ";Ez di wê baweriyê de me ku serok Apo dê Newroza 2015an di nav me de be."; + +Wî siyasetmedarê kurd, bang li partiyên kurd jî kir ku demildest Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin û wiha axivî: ";Ji ber ku mîsyona kurdan li Rojhilata Navîn de pir girîng e û dê dîsa mîna Selahedîn Eyûbî û piştî 800 salan bibin havênê biratiyê."; + +Hatîp Dîcle, pakêta vê dawiyê ya hikûmetê ku wek ";çarçoveya qanûnî ya pêvajoya aştiyê"; jî tê binavkirin, erênî nirxand û got, lê em hêvîdar in hikûmet tiştên ku dibêje bicîh bîne ji ber ku gellek caran kurd bi tiştên wiha hatine xapandin. + +Dîcle li ser vê yekê ku dê bibe namzedê serokomariya Tirkiyê ya na jî got, ji bona min xebat û doza gelê min ji her tiştî girîngtir e lê gelê min çi karekî bidin pêşiya min ezê bikim. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Spanya Konferansa Danûstandinê ya taybet bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku bi navê Konferansa Qurtuba tê naskirin, ku pêr li Madrîdê dest pê kiribû, îro bidawî tê. +Konferansa ku Wezareta Derve ya Spanya piştgiriya wê dike, partiyên Kurdî têde beşdar bûne, ji bilî PYD û partiyên beşdar di xweseriya dîmokratî li Rojavayê Kurdistanê de, her wiha hinek grûpa bi navê Yekîtiya Demokratên Sûriyê û tevgerên ciwanên Kurdên Rojava jî, beşdarî konferansê bûn. +konfransa ku roja 28ê mehê desypêkiribû û îro bidawî tê, wê riyên dîtina çareseriyekê ji bo pirsa Kurd li Sûriyê çareser bike. +Mihemed Berrmo ku yek ji endamê Kongirê Qurtoba û yek ji rêxerên berçav ên vê Konfransa Kurdî weha ji Tora mediyayê re got:"Armanc ji vî Kongrî , dîtin û ristina nêrîna herî başe ji doza kurdî li Sûriyê, ji bo piştevanî kirina gelê Sûrî di doza wî ya rewa de û hilweşana rejîmê û avakirina dewleteka demokratî."; +Ji aliyê din ve Mihemed Mela Reşîd , endamê Kongirê Qurtoba , ji Rûdawê re ragihand ku: ";Beşdarbuyan çar work-şop ava kirina ji bo gotûbêjkirina doza kurdî di Sûriyê de ji hemû aliyan ve, di dawiyê de encamê van her çar work-şopan wê li ber hev were deynan ji bo nerîna herî baş ji doza kurdî ya di Sûriyê de were ragehandin di prês konfiransekê de."; + +Amed (Rûdaw) - Kongreya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi rêz girtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir û di heman demê de 89. Salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn. + +Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Bûrkay ve hate kirin. Bûrkay, li ser xalên girîng ên çareseriya pirsgirêka Kurd de sekinî. + +Namzedê Serokatiya HAK-PARê Şaxa Amedê Vasif Kahraman jî polîtîkayên partiya xwe wek rêbazeke rast dît û da zanîn ku ew dê li ser wê rêbazê be. + +Rêveberên Partiya Maf û Azadiyan dan zanîn ku ew dê ji bo hilbijartinên parlementoyê yên 2015 jî xebateke baş bimeşînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî çi ji destê wan were, bikin. + +Di salona kogreyê de ala Kurdistanê jî cîh girtibû. Serokê şaxa Amedê yê niha Vasif Kahraman wek yek namzed kete kongreyê û careke din ji bo 2 salan hate hilbijartin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Ev yekemîn Remezan e ku penaberên Rojavayê Kurdistanê li nav kampên parêzgeha Hewlêrê dûrî malên xwe derbas dikin, lewma penaber rojiyên xwe yên ku berê girtine tînin bîra xwe û cûdahiya di navbera herduyan de diyar dikin. + +Di van rojên dawiyê de çend pirsgirêk li tevahiya Kurdistanê derkrtine holê, lê wek penaber dibêjin, bandora wan pirsgirêkan li ser rewşa wan xirabtire û vê yekê rojî li wan girantir dibe . + +Yasir yek ji zarokên ku dixwaze vê carê rojiyê bigre û hêvî dike ev pirsgirêk çareser bibin ji bo ew bikaribin remezanek xweş derbas bikin. + +Hêviya van penaberan ewe ku bikaribin di meha remezanê ya bê de, rojiya xwe li nav malên xwe li Rojavayê Kurdistanê bigrin û ligel xizm û merivên xwe li ser sifreya fitarê, rojiya xwe bişkînin. + + +Amed (Rûdaw/AA) - Wekîlê Giştî yê PatrîkêErmeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan, derbarê pêvajoya çareseriyê de got ku "Ev pêvajone tenê xema gelên kurd û tirk e ji ber kuher kesê ku li vîwelatîdijî eleqedar dike. Aramiya kesekî aramiya me hemûyan e. Êşa kesekî êşa me hemûyan e."; + +Wekîlê Giştî yê PatrîkêErmeniyên Tirkiyeyê Ateşyan beşdarîayîna nedirê ya li Dêra Gîragosê ya Sûrpê ya Amedêbû û bersiva pirsên rojnamegeran da. + +Ateşyan got ku Dêra Ermeniyan a Amedê dêreke wisa ye ku ji cemaeta xwe dûr ketiye û bi bîr xist ku zarokên malbatên ku ji Amedê koç kirin, her sal tên ziyareta dêrê û ayîna nedrê dikin. + +Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê destnîşan kir ku dêr di demeke nêzîk de hat nûkirin û da zanîn ku hewaya rûhanî ya li vê dêra ku wek dêra herî mezin a Rojhilata Navîn tê qebûlkirin, cemaetê gellek kêfxweş dike. + +Aram Ateşyan da zanîn ku pirraniya kêmasiyên dêrê hatine temamkirin û got ku hin kêmasî ûdeyin hê jî hene, hemû mesref jî ji aliyê cemaetê û milyonek dolar jî aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hat terxankirin û dabînkirin. + +Rojnamegerekî ji Ateşyan pirsa "We ji bo pêvajoya çareseriyê dua kir gelo?" kir. Ateşyan li ser vê yekê got ku "Emhem di ayînên xwe de vê duayê dikin. Ev pêvajo ne xema gelên kurd û tirk tenê ye, ev yek hemû mirovên ku li Tirkiyê dijîn eleqedar dike. Aramiya kesekî aramiya me hemûyan e. Êşa kesekî jî êşa me hemûyan e. Wisa ye ku em wek peywirdarên dîn di dêrên xwe de her dem vê duayê dikin." + +Hewlêr (Rûdaw)- Qubad Talebanî kurê Celal Talebanî ragihand ku dê bavê wî îsal vegere Herêma Kurdistanê. +Qubad Talebanî ku niha cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û kurê Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kuredistanê (YNK) ye di hevpeyvînekê de ligel heftenameya Rûdawê derbarê rewşa tenduristî ya bavê xwe de got: ";Başe û baştir dibe, her wê were Herêma Kurdistanê û çavelirêyî hatina wî ne, berî çend rojan telefona min re kir."; +Qubad Talebanî red kir ku naveroka wê peywendiya telefonî ligel Celal Talebanî aşkere bike û got: ";Ew tiştek di navbera bav û kur de dimîne û ez li vê de behis nakim."; +Herwiha navborî ragihand ku sekreterê giştî yê YNK ";dizane û agehdare"; ku Qubad Talebanî bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê. +Derbarê vegera bavê xwe jî bo Kurdistanê, Qubad ragihand: ";Îsal dê verge Herêma Kurdistanê."; +Roja 17.12.2012, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji ber nexweşiya krîza mêjî bo nexweşxaneyek welatê ELmaniya hat veguhestin û ji wê demê de li wê nexweşxaneyê tê derman kirin û heta niha venegeriya ye Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Encûmena Navendî ya Yakîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad berovajî daxuyaniyeke Serokê Herêma Kurdistanê axivî û ragihand ku madeya 140 cîbicî nebûye û pêwîste Bexda biryar li ser vê pirsê bide. +Roja 27.06.2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague ragihand ku ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li ser nakin."; +Di vê barê de Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK, Adil Murad ragihand ku ew ne ligel wê yekê ye ku bê ragihandin ku madeya 140 ji destûra Iraqê hatiye bi cih kirin û dibêje ku pêwîste Bexda biryar li ser wê yekê bide. +Murad dibêje jî ku axeftin li ser bidawîhatiya madeya 140 ";Xizmeta Kerkûkê nake."; +Di himber de, endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Selah Delo got: ";Kerkûk bi awayekî otomatîk vegeriya ser bi Herêma Kurdistanê ve û mebest ji vegerê jî ewe ku ew parçeyek ji axa Kurdistanê ye."; +Herwiha Selah Delo ragihand jî ku: ";Dema ku Kerkûk û navçeyên din vegeriya, çima êdî bi wê xelkê nexweşe?";. +Delo balkişand ser sînorê Kurdistanê ligel Bexda û got: ";Em êdî nemane cîranê Bexdayê heta ku bo vegera Kerkûkê ser bi Herêma Kurdistanê ve fermanê ji Bexdayê werbigirin."; +Wî endamê polîtburoya PDK rexneyên giran li Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK girtin û ew bi ";Şîeyekî tundrew"; da zanîn û got: ";Ti carî daxuyaniyên wî ne di berjewendiya Kurd û yekrêzya nav mala Kurd de bûn."; + +ئهوێن پشتی 2003 و ههتا نوكه دگهل حكومهتا بهغدا پوستێن پالا ههین دیاركرن كو كورد ل وی سهردهمی ب هێزبون و ههڤپهیمانێن باش ییێن شیعهیان بوون و 100% ب باوهربون كو مادێ 140 دێ هێته جێبهجێكرن، لهورا ئهو رازیبون ئهو ماده بهێته نڤیسین، سهوركێ لژنا چاڤدێریكرنا جێبهجێكرنا مادێ 140 دجڤاتا نوینهرێن عیراقێ دا دبێژیت" نوكه پاشترین چاره بو وان دهڤهران راپرسیه، چونكه نوكه كورد نهشێن خوه ل دستورێ عیراقێ لابدهن. +تێكست: +چ نڤیسهر و سیاسهتمهدار و دهزگههێ راگههاندنێ ییێن كوردان نهماینه ههتا نوكه كو ب هزاران جاران وشهری مادێ 140 نه نڤیسی، دیاسا برێڤهبرنا دهولهتا عیراقێ ل 2004 كهركوك و ئهو دهڤهر خستنه ژێر مادێ 58 پشتی دستورێ عیراقێ هاتیه نڤیسیێن ل 2005 مادێ 58 بو مادهی 140، كورد ژبهر وێ یهكی ل وی سهردهمی رازیبون كو دڤیا ب جێبهجێكرنا وی مادهی كێشهیا كوردان یا سهردان سالان دگهل عهرهبان لسهر وان دهڤهران چارهسهربكهن. +محسن سهعدون: لسهر دهمێ شورهشا ئهیلولێ ژی ئهو كوردان كێشه لسهر وان دهڤهران ههبوو. +ئهوێن چهندین سالا ل بهغدا سیاسهتكرین دیاركر كو وی سهردهمی كوردان خوه ب هێز دزانی 100% ب باوهربون 140 بهێته جێبهجێكرن، لهورا ئهو راوزیبون ئهو ماده بهێته نڤیسین. +عادل بهرواری: كورد گهلهك بهێز بون و ههڤپهیمانیهكا باش دگهل شیعهیا ههبوو، لهورا ئهو ئامادهبون ماده بهێـه نڤیسین. +نوكه ئهو ماده ئهگهر ب راپرسی بهێته ئیكلایی كرن ب ئالێ یاسایی ڤه دێ كوردان پتر گوتنا وه ههبیت. +محسن سهعدون: تشتی سهروك بارزانی گوتی گهلهك باش بوو، بهلێ راپرسی باشترین چارهیه، چونكه نهشێن خوه ل دستوری بدهینه پاش. +راپرسی ههم ژی چڤاتێن پارێزگههێن وان دهڤهرێن ل ژێر 140 دشێن ببنه ئێكلاكهرێن وێ كێشهیێ. +عادل بهرواری: ههردوو دشێن رولێ خوه بگێرن، راپرسی ههم ژی جڤاتێن پارێزگههێن وان دهڤهران. +پشتی ئهو دهڤهر كهڤیتینه ل ژیر كونترولا پێشمهرگههی ڤه، نهبتنێ سهركێ ههرێمی گوتیه ئهو مادهی جێ بهجێبویه، بهلكو حكومهتا ههرێمی ژی دههولان ژلایێ خزمهتگوزاریان ڤه ژی وهك هاولاتێن ههرێما كوردستانێ سهردهریێ دگهل بكهن. + +ڤى تى : شنگال وپێشوازیكرنهكا ب زهحمهت ل ههیڤا رهمهزان +ریپۆرتهر : بهرهكات عیسا +وێنهگر ومۆنتێر : فارس مشكۆ +ئینترۆ : موسلمانێن شنگال داڤبهرا گرانیا بازارێ وژمارهیا مهزن یا ئاوارهبوویان دا پێشوازیێ ل ههیڤا رهمهزان دكهن وئیمامێ مزگهفتا سهید ئهلشوهداو داخوازێ ژههموو وهلاتیان دكه ب ئێزیدى وكریستیان وموسلمانان ڤه هاریكارێن ئێك بن ژبۆ دهربازكرنا رهمهزانهكا ئاشتیانه كه خێر بهر بههرا ههمووان بكهڤێ +بازارهكا گهرم وگوریێ ب خوهڤه دبینێ ژوێ دهما مووسل ژ دهستههلات كهتى ... ل شنگال ههیڤا رهمهزان جوداى سالێن دى پێشوازى ژێره دهێته كرن ووهلاتى گازندێ ژوێ چهندێ دكن كو نهبوونا كهرههب وسوتهمهنى وبهرزبوونا نهرخێ كهرهستێن خوارنێ وژمارهیا مهزن یا ئاوارهبوویان دناڤ باژارێ وان دا وپلهیێن بهرز یێن گهرماتیێ ئهو دهربازى رهمهزانهكى ب زهحمهت كرینه +ئیبراهیم سهعید : وهلاتى " نه غاز ههیه ونه گاز ونه كههرهب وتا ئهم چوولهیێ خوه كاردكهن مهلا بانگ دكه وبهرگهه دچه ومالا مه ههموو ل خرێن ب رۆژوو بووه " +سهدام حوسین : وهلاتى "گهرمه وكههرهب نینه وخوارن نینه وئهو ههموو ئاوارهبووى ژى دناڤ مهدانه وئهم خهلكێ شنگال ژى مینا وان ئاوارهبوویان بووینه " +ئهحمهد ئیسماعیل "ئهگهر خهدهمان ههبانه باش بوو وههكا كهرهب نهبێ ونان نهبێ ئهمێ چاوا بكهن ورۆژانه ل سرا سهموونا نیزیك چوارسهت مرۆڤ رادهوستێ " + +ئیمام ووهتارخوینێ مزگهفتا سهید ئهلشوهداو كه نوێنهرێ ئهوقافا سوونه ی ژى ل شنگال داخوازێ ژوهلاتیێن شنگال دكه كو ب ههموو ئاین ونهتهوێن خوهڤه هاریكارێن ئێك بن دپێشوازیكرنا ههیڤا رهمهزانێ دا +مهلا ئیسماعیل : ئیمامێ مزگهفتا سهیدئهلشوهداو " ب ڤێ ههلكهفتێ ئهم داخوازێ ژههموو خهلكێ شنگال وهك موسلمان وكریستیان وئێزیدى داخوازێ ژوان دكه نكو هاریكارێن ئێك بهن وئهڤێ ههیڤێ ب خێر وهاریكاریێ پێشوازى بكهن ورۆڤ خێرێ بكه ل با خوهدێ ب توونه نابێ " +خهلكێ شنگال نیڤێ پاریێ خوه ژبۆ ئاوارهبوویان دده وئهو خهلكێ ب رۆژى ونڤێژ پێشوازیا ههیڤا رهمهزانێ دكهن بهشهك ژ دوعاێن خوه ژى ژبۆ ب داوى هاتنا ڤَى قهیرانێ تهرخانكرینه + + +درێژیا سنوورێ ناڤبهرا پارێزگهها نهینهوا و پارێزگهها دهۆكێ دا وهكریه كو رویدانێن مووسل و دهوربهران كاریگهری ل سهر پارێزگهها دهۆكێ ههبیت، خێزانهكا عهرهب ل ناڤ پاركهكا وی باژێری ئاكنجی دبیت، لێ سهرۆكاتیا باژێرڤانیا دهۆكێ دبێژیت ئهو ناهێلن پارك ببنه جهێن ڤهحهویانا پهنابهران، چونكی كهمپێن تایبهت هاتینه دروست كرن و پیدڤی یه ئهو خێزان بچیته ناڤ كهمپان. +*** +رهوشا ئهولههیا مووسل و بارودۆخێ نالهبار وهكریه كو خهلكێ وێ قهستا دهڤهرێن ههرێما كوردستانێ بكهن، لێ هند ژوان خێزانان ژبهر رهوشا خۆ یا ئابووری و گرانیا جهین ئاكنجی بوونێ ل ناڤ پاركهكا گشتی یا باژێرێ دهۆكێ ئاكنجی بووینه. +وهلاتی +ل سنووری پارێزگهها دهۆكێ سێ كهمپێن پهنابهران هاتنیه دروست كرن بۆ ڤهحهواندنا دهربهدهرین مووسل، لێ هند ژڤی خهلكی بێ ئاگههیا خۆ دیار دكهن ژ ههبوونا كهمپان. +وهلاتی +پارك جهێن بێهنڤهدانا خهلكی نه لهوما باژێرڤانیا دهۆكێ رێكێ نادهت پهنابهر دناڤدا ئاكنجی ببن. +سهرۆكێ باژێرڤانیێ +سنوورهكێ درێژ پارێزكههێن دهۆك و نهینهوا پێكڤه گرێدهت ئهڤێ چهندێژی وهكریه كو رویدانێن مووسل كاریگهری ل سهر دهۆكێ ههبیت و پتر ژ 220 ههزار پهنابهرێن وێ ل دهۆكێ ئاكنجی ببن.Duhok-Box + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya yasayî di encûmena parêzgeha Kerkûkê de, Awat Kerîm ragihand ku niha ji sedî 95 ji axa Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye. +Piştî ku roja 09.06.2014 çekdarên rêxistina radîkla a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser bajarên Mûsil û Tikrîtê, Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol kirin piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji pêgehên xwe li wan navçeyan reviyan. +Niha jî, ji bilî her du bajarokê Seidiye û Celewla, ku navçeyên Kurdistanî ne û ser bi parêzgeha Dyala ve ne, hemû navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku bi navê navçeyên madeya 140 ji destûra Iraqê tên naskirin jî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne. +Endamê komîteya yasayî di encûmena parêzgeha Kerkûkê de, Awat Kerîm di vê barê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Hêzên Pêşmerge ji sedî 95 ji axa Başûrê Kurdistanê kontrol dike. +Derbarê hejmara şîniyên Kurd li parêzgeha Kerkûkê jî, Awat Kerîm got: ";Niha Kerkûk ser bi Herêma Kurdistanê ve ye, li gor rewşa niha, rêjeya şînyan jî bi vî awayî ye Kurd 70% Mesîhî 15% û Ereb 15%, ji ber ku her yek ji Hewîce û Reşad û çend navçeyên din ji Kerkûkê cuda dibin ji ber ku ew ne Kurdistanî ne."; +Herwiha Kerîm da zanîn ku tevî wan navçeyên Erebnişîn ku hejmara şîniyên wan 260 hezar kese rêjeya şîniyên Kurd di Kerkûkê de ";Navbera 50-51% dibe."; +Derbarê kontrolkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî niha ragihand ku bi kontrolkirina wan navçeyan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li ser vê madeyê nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gor belgenameyek malpera Wikileaks, roja 17ê Gulana sala 2007an şandeke balyozxaneya Amerîka serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye, di wê civînê de Barzanî ji şanda Amerîkî re gotiye: ";Sine û Şîe haş nabin û projeya lihevanîna wan dê sernekeve."; +Herwiha di belgenameyê de hatiye ku Nêçîrvan Barzanî ji şanda konsulxaneya Amerîka re gotiye ku çareserî ewe ku Amerîka û Îran li ser Iraqê gotûbêjan encam bidin. +Li gor belgenameya Wikileaks, Barzanî di civînê de ev gotin kirine: +Îran dizane ku tenê ew û Amerîka piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin. +Proseya lihevanîna Sine û Şîe biser nakeve, ev yek ne şaşiya Amerîka ye lê belê ev rastî ye. +Her demekê hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin dê rewş wek xwe lê were. +Pêwîseta Amerîka hizra çareseriyekê bike, ne avakirina hikûmetek navendî ya bihêz, ji ber ku serkeftî nabe. +Niha serxwebûna Kurdistanê ne di berjewendiya Kurdan de ye, lê divê sîstemê Iraqê fedralî be, ne ku hebûna hikûmeteke navendî ya bihêz. +Pêwsîte Îran û Amerîka li ser pirsa Iraqê jihev nêzîk bibin û bigihne çareseriyeke. +Li Îranê bandora herî mezin derbarê pirsa Iraqê de ya Qasim Silêmanî û Elî Larîcanî ye. +Îranî dixwazin li ser Iraqê têkevin danûsrandê de ligel Amerîka. +Tirsa Îraniyan ji wê yekê ye ku piştî hêzên Amerîka Sine werin ser desthilatê û hikûmetê kontrol bikin. +Ne Amerîka û ne jî Îsraîl êrîş nakin li ser Îranê. +Her demekê Bexda razî bibe, li cem me asayî ye ku peywendiyên me ligel Îsraîl hebe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Duh, Yekşemê, li rojavayê Herêma Kobanî û li nêzîkî bajarokê Şiyûx, di encama şer û pevçûnên di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê) û Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de li gundên Degirman û Beyadiyê û Xerab Eto de, 3 şervanên YPGê birîndar bibûn. +Ragihandina YPGê li Herêma Kobanî ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re tekeze kir ku duh DAIŞê gundê Degirman bi doşkayên 23 gulebaran kiribû, û gundê Beyadiyê jî bi hawnan bombebaran kiribû, di encamê de topeke Hawnê li mala hemwelatiyekî kurd li gundê Beyadiyê ketibû, herweha şer û pevçûn di navbera YPGê û DAIŞê de li gundê Xerab Eto jî çêbibûn, û di encama şer û pevçûnên duh de 3 şervanên YPGê birîndar bibûn, kuştî û birîndar li aliyê DAIŞê jî hebûn. +Ji 4ê Tebaxa 2013an de, eniya şer li rojavayê Herêma Kobanî destpêkiribû, û ji wê demê de ta roja îro li gundên ber çemê Ferat, li gundên Zor Mixar, Xerab Eto, Beyadiyê, Cideydê, Cubelferecê, Degirman, Iwênê, Êlecax, Boraz, Qinê, Qurdînê û li bajarokê Şiyûx şer û pevçûn qutqutîn di navbera YPGê û DAIŞê de berdewam dikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd û yek ji damezirênerên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Mihemed Emîn Pênciwînî li ser nameya Ocalan a ku dê ji bo Barzanî bişîne, diyar kir, Ocalan dê di nameya xwe de piştgiriya Başûrê Kurdistanê bike. + +Tê gotin, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan dê di nav çend rojên bê de nameyekê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bişîne û tê de hinek peyamên girîng bide. + +Li ser vê mijarê siyasetmedarê Başûrî û hevalê nêzîkî Ocalan, Mihemed Emîn Pênciwnî ji Rûdawê re got, Ocalan dizane Başûrê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe lewma li gorî min yek ji mijarên ku di nameya wî de were behskirin piştgirî û amadebûna PKKê ji bona piştevaniya Başûrê Kurdistanê ye. + +Pênciwînî her wiha eşkere kir ku yek ji mijarên din ên ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Barzanî de behsa wê dike, rewşa Rojavayê Kurdistanê ye û destnîşan kir, PDK û PKK dê li ser Rojavayê Kurdistanê li hev bikin. + +Li gorî wî siyasetmedarê kurd, yek ji mijarên din ên ku di nameya Ocalan de were ziman lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd e, çimkî di şert û mercên îro yên Kurdistanê de divê konferans yan kongreyek di navbera hemû beşên Kurdistanê de çêbibe. + +Wî damezirênerê KNKê ragihand ku PKK dikare di gellek waran de alîkariya Başûrê Kurdistanê bike, ji xwe KCKê ragihandibû ku gerîla amade ye li kêleka hêzên pêşmerge li Kerkûk û deverên din ên Başûr li dijî çekdaran şer bike. + +Mihemed Emîn Pênciwînî anî ziman ku nameya Ocalan dikare gellek arîşeyan jî çareser bike çimkî ev name dibe destpêşxeriyek ji bo çareserkirina nakokiyên her du aliyan li ser Rojava û ev jî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd hêsantir dike ji ber ku yek ji astengên herî mezin li hember lidarxistina kongrê rewşa Rojava bû. + +Li ser pêwendiyên PDK-Tirkiye û YNK-Îranê jî Pênciwînî got, pêwendiyên PDK û Tirkiyê û YNK û Îranê pêwendiyên kûr ên dîplomatîk in û ji bo parastina wan sînoran pêwîstiya Tirkiyê bi PDK û pêwîstiya Îranê jî bi YNKê heye lê PKK qet neketiye bin bandora wan hêz û dewletan lê eger ew jî lazim bizanin dikarin wê siyasetê bikar bînin. + +Şirnex (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Bakûrê Kurdistanê ragihand, rojane nêzîkî 50-100 kes ji penaberên Rojavayê Kurdistanê bi rêya sînorê navbera Cizîrê û Rojava re derbasî Rojava dibin. + +Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber rewşa Sûriyê derbasî Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bûne, vedigerin Rojava. + +Penaberên ku vedigerin dibêjin, rewşa Rojavayê Kurdistanê li gorî hinek deverên Sûriyê aramtir e lewma vedigerin ser cîh û warê xwe. + +Rêveberiya Polîsê Cizîrê jî ragihand, penaber ji bona vegerê tên serlêdan dikin û piştî ku destûra çûyînê wergirtin bi rêya sînorê navbera Cizîre û Rojava re derbasî Rojava dibin. + +Li gorî rayedaran, di van rojên dawiyê de vegera Rojava zêde bûye û rojane di navbera 50-10 penaber derbasî Rojava dibin. + +Ji ber şerê Sûriyê û têkçûna ewlehiya welêt, bi sedhezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derbasî Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û welatên din bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Semsûrê (Adiyaman) yê Bakûrê Kurdistanê, pîrejinek 86 salî ji aliyê polîs ve bi zorê hat sekinandin. + +Jinên bi navên Şahîde Y. û Dîlek Y. li taxa Musallayê ya Semsûrê, ji bo diziyê bikin ketin hundirê xaniyekî. + +Xwediya malê ya bi navê Hanim Dogan dema ji nexweşxanê dihat dît deriyê mala wê li ser piştê vekirî ye. + +Wê demê şivek da destê xwe û jûr bi jûr li nav xanî li dizan gerriya. + +Dema ku dît ew her du jin tiştên li nav malê didizin, pîra 86 salî şiva xwe rakir û li serê dizekê de lêxist û serê wê birîndar kir. + +Piştî demekî zarokên pîrê hatin malê û telefonî polîs kirin. + +Dema polîs hat dizan bibe, pîrê li nav destê polîsan de jî li wan dida ji ber wê jî polîsan bi zorê ew diz ji destê pîrê rizgar kirin û desteserkirin û birin. + +Riha (Rûdaw) – Rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), ala xwe li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê daçikand. + +DAIŞ ku ev demek e bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê yê hevsînor bi navçeya Akçakale ya Rihayê, di bin kontrola xwe de digire, li nêzîkî sînor ala xwe daliqand. + +DAIŞê ku pir zêde tevli sûcên li dijî mirovahiyê bûye, ev demek bi Bakurê kurdistanê re cîran e. + +Lê heta niha Tirkiyê li ser vê yekê ti daxuyaniyek nedaye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li ser qedera deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, ku niha di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne, ragihand, yan divê madeya 140 a destûra Iraqê were cîbicîkirin yan jî referandom were kirin. + +Polîtburoya YNKê, îro li ser rewşa Iraqê û deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. + +Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya YNKê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku diviya 9 sal berê madeya 140 a destûra Iraqê bihata cîbicîkirin lê ev yek nehat kirin her çiqas serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di dora duyem a serokwezîriya xwe de soz dabû vê madeyê bixe piratîkê lê mixabin wî jî soza xwe bicîh neanî. + +YNKê her wiha ragihand, ji ber wê jî eger madeya 140 heta bihara sala bê neyê cîbicîkirin wê demê kurd dê bixwe pirsgirêkê çareser bikin û berê xwe bidin raya gel (referandom). + +Li ser kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve jî YNKê diyar kiriye, divê her kes bizanibe ku Pêşmerge hêza bidestxistina armancên siyasî û destûrî yên Iraq û Kurdistanê her wiha parêzerê demokrasiyê ye ji ber wê jî bi ferman û biryara merkezî deverên han naterikîne û nabe ti kes li benda wê be ku kurd bi hêceta yekitiya xaka Iraqê dîsa were xapandin. + +Di daxuyaniya YNKê de li ser serokomariya Iraqê jî hatiye gotin ku serokomariya Iraqê dîsa her para kurdan e û di nav kurdan de jî ya YNKê ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beriya niha di serdana xwe ya Kerkûkê de gotibû, êdî madeya 140 hatiye cîbicîkirin û bila ti kes behsa vê madeyê neke. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, emê alîkariya Iraqê bikin da ku ji kirîza niha rizgar bibe lê em dest ji hizra serxwebûnê jî bernadin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Radyoya Dengê Amerîka (VOA), ku sibê tê belavkirin, ragihand, kurd dê alîkariya Iraqê bikin da ku ji vê kirîza niha rizgar bibe. + +Barzanî anî ziman, lê ev nayê wê wateyê ku kurd dest ji hizra serxwebûnê berdidin çimkî ";me biryara xwe daye û emê vegerin raya gelê xwe";. + +Şirnex (Rûdaw) – Hat zanîn, keçeke kurd a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê rastî destdirêjiyê hatiye. + +Keça bi navê N.H.A. (14 salî) ya Rojavayê Kurdistanê ku bavê wê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatiye kuştin, demekî beriya niha ji Qamişlo derbasî Nisêbînê û ji wir jî derbasî Şirnexê bûye. Tê gotin 6 xûşkên N.H. jî hene lê her yek bi aliyekî de çûne. + +Li gorî agahiyan, polîs li ser bingeha zaniyariyan N.H.A. li komurgeha Şirnexê de dît ku dest û pêyên wê girêdayî bûn û di rewşeke de şepirze de bû. + +Piştî ku ew keça kurd a Rojava birin nexweşxanê derket holê ku rastî destdirêjiyê hatiye. + +Hat îdiakirin ku N.H.A li hember 6 hezar lîre (nêzîkî 3 hezar dolar) firotine kalemêrekî 63 salî yê bi navê Î.K. û wî kalemêrî dest avêtiye wê keçkê. + +Ji ber wê jî polîs ew kalemêr û keça wî ya 16 salî ya bi navê A.K. desteser kir. + +Hat zanîn, N.H.A niha di bin çavdêriya dewletê de ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistan, zarokek 14 salî di pêçiya wî de gustîlkek asê mabû. + +Gustîlka di pêçiya wî xortî de ji aliyê tîma agirkujiyê ve hat derxistin. Ev zarokê ku navî nayê zanîn, li navçeya Nisêbînê dijî. + +Gustîlkek xist li nav pêçiya xwe û tê de asê ma. Piştî demekî pêçiya wî werimî û ji aliyê malbata wî ve birin nexweşxana Nisêbînê. + +Doxtorên nexweşxanê her çiqas hewl dan ku gustîlkê li pêçiya wî zarokî derbixin lê belê zehmeta wan bêencam ma. + +Dema doxtoran fam kir ku gustîk ji pêçiya wî zarokî dernayê, ew geda şandin navenda agirkujiya Nisêbînê. + +Li wir bi birrekê gustîlk birrîn û li tiliya wî zarokî derxistin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Celewla yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê de şer derket û di dawiyê de çekdarên DAIŞê têk çûn. + +Peyamnêrê Rûdawê li devera Celewlayê ragihand, îşev li taxa Tecnîdê ya bajêr di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket û zêdetirî saetekê kişand. + +Peyamnêrê Rûdawê her wiha li ser zarê fermandeyekî pêşmerge da zanîn ku ew niha nikarin li ser kuştî û birîndarên DAIŞê agahî bidin lê ew piştrast in ku gellek kuştî û birîndarên wan hene. + +Wî fermandeyî eşkere kir ku çekdarên DAIŞê şer dane destpêkirin lê bin ketin û ti zirarek negihîşt pêşmergeyan. + +Taxa Tecnîdê ya Celewlayê, ji sala 2003an ji aliyê erebên wê deverê ve hatiye avakirin û nêzîkî 2 hezar mal tê de rûdinê. + +Dêrsîm (Rûdaw)- Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) li navenda bajarê Dêrsîmê, Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan bi bîr anî. + +Duh danê êvarê li navenda bajarê Dêrsîmê di salvegera mirina Zeynep Kinaci ya ku di 1996an de jiyana xwe ji dest da dem meşek hat lidarxistin. + +Meş ji bo Zîlan ji Kolana Hunerê heta li ber Peykera Mafên Mirovan bi beşdariya hevşaredarên Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, alîkarê hevşaredaran Huseyîn Tûnç û nûnerên partiyên siyasî ji aliyê DOKHê ve hat lidarxistin. + +Piştî daxuyaniya DOKHê ya têkildarê girîngiya rojê, çalakvanan gul û qurnefîl danîn ber peykerê û find vêxistin. + +Herçend ji ber çalakiyê hinek hatûço bê xitimandin jî, pişt re girseya ku piranî ji jinan pêk dihat, bi hêminane belav bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- ";Konferansa şêwirmendiyê ya Kurdên Sûriyê"; ligel Grûpa Kar a Qurtuba ku li paytexta Espaniya Medrîdê hat lidarxistin belgeyek derbarê pirsa Kurd de pesend kir. + +Belgeya ku ji 11 xalan pêk tê, şêwe û sîstema dewleta Sûriyê û herwiha mafên gelê Kurd di Sûriya nû de li xwe digre. + +Di belgeyê hatiye tekezkirin ku ";divê kirîza Sûriyê li ser bingeha siyasî û li gor hêviyên gelê Sûriyê, hilweşandina rejîma Esed û peydakirina bedîlekî demokratîk ê piralî bê çareserkirin";. + +Li gor belgeyê, ";komara Sûriyê ya federal dê pir netew, ol û çand be û sîstema wê nîv serokayetî nîv parlamenî be û li ser bingeha veguhertina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan bê darijandin";. + +Belgeya Medrîdê herwiha tekîd li ser têkbirina tevahiya projeyên nijadperst û şovînî yên ku li dijî gelê Kurd hatine cîbicîkirin û jinavbirina encamên wan jî dike";. + +Di xalên din de, belge daxwaz dike ku ";zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî wek zimanekî fermî li welat bê naskirin û Kurd bi rastî beşdarî saziyên dewletê bibin";. + +Di xala dawî ya belgeyê de, konferansa şêwirmendiyê ya Kurdên Sûriyê tekez li ser yekparçeyîya xaka Sûriyê dike û her pirojeyeke cudaxwaz red dike. + +konferansa şêwirmendiyê ya Kurdên Sûriyê her sê rojên 28,29 û 30yê hezîranê li paytexta Spanya Medrîd hat lidarxistin. Ev konferans li ser daxwaza Kongireya Qurtuba û bi sponseriya hikûmeta Spanya û Yekîtiya Ewropayê hatibû hat lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hêzên asayişê avêtin ser mala endamekî polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û endamekî din ê wê partiyê jî girt. + +Polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniyekê de got ku duh duşemê hevalekî wan bi navê Haşim Îbrahîm Miho li Dêrikê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat girtin";. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev cara duyeme Haşim ji aliyê wan ";çekdaran"; ve tê girtin bi hênceta ku ";di kongreya damezirandina PDK-Sê de beşdar bûye";. + +PDK-Sê di daxuyaniya xwe de herwiha got ku roja yekşemê ";çekdarên PYDê avêtin ser mala endamê polîtbîroya wan Mihemed Elî";. + +PDK-Sê tevî şermezarkirina girtin û avêtina ser malên endamên wê, ragihand ku ";ev kar bi tenê xizmeta rejîma dektator û dijminên gelê Kurd dikin";. + +PDK-Sê herwiha ji PYDê xwest ku endamên wan Haşim Îbrahîm Miho û serkirdeyê wan Hisên Îbiş û ";hemû girtiyên din ên siyasî yên di zindanên wan de berde";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ligel Parlamentoya Kurdistanê mijûlî diyarkirina roja referandoma serxwebûna Kurdistanê ye. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC got ku ew ligel Parlamentoya Kurdistanê mijûlî diyarkirina rojekê ne ji bo destpêkirina referandoma derbarê serxwebûna Kurdistanê de. + +Mesûd Barzanî herwiha got ";Iraq bi xwe niha perçebûye û biryara serxwebûna Kurdistanê ne biryara min e, lê belê biryara xelkê Herêma Kurdistanê ye";. + +Derbarê dema encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî ragihand ku dema destpêkirina referandomê ";pirsgirêka çend mehekê ye";. + +Serokê Herêma Kurdistanê got ku destpêkirina referandomê ";pilana wê hatiye danîn û bi tenê dema wê maye";. + +سی جی +ئینترۆ: +ئهو ههموو د ڤێ دهرفهتێ دا سپاس دارێن كورداینه چ ل شنگال بێ كه ئاواره ب خوه گرتینه وچ ل ههولێر بێ كه پێشوازیهكا گهرم ل وان دكه ... سهرهدانا نوێنهرێ ئهمیندارێ گشتیێ عهتهباتێن حوسهینی ل كهربهلاو سپاسداریا كوردان ب خوه ڤهگرت ژبۆ هاریكاریا ئهوان ههموو ئاوارهبوویان +عهقیل هادی ئهلفهتلاوی : نوێنهرێ ئهمیندارێ گشتی یێ عهتهباتێن حوسینی ل كهربهلاو +" شنگال باژارهكی پچووكه ورێژهیهكا مهزن یا ئاوارهبوویان قهستا وی كرن وئهڤ وێ چهندێ دیاردكه كو گهلێ مه یێ یهكگرتیه وهختێ كوردهك بۆ كهسهكی شیعی یان سونی خانیێ خوه ڤالابكه ل شنگال ئهڤ جهێ دل خوهشیێ یه ول دهمێ ئهم چووینه ههولێر ژی ب وهسیتا سهرۆكێ ههرێما كوردستانێ پێشوازیهكا گهرم ل مه كرن +سهرهدانا وی شاندێ بلند یێ شیعی ژبۆ شنگال كه نهه بارههلگهرێن كهل وپهل وكهرهستێن خوارنێ ژی ب خوهرا ئانی بوون جهێ سپاسی یا دهستههلاتا سیاسی یا شنگالێ بوو +سهربهست بابیری : بهرپرسێ لقی 17 پارتی دیموكراتی كوردستان " ئهم سپاسیا شاندێ نوێنهراتیا مههدی ئهلكهربهلائی وسهماحهتا عهلی سیستانی دكن كو ژمارهیهكا مهزن كه دگههێته نهه بارههلگرێن كهل وپهلان بۆ ئاوارهبووین تلهعفهر ل شنگال وئهم دخوازن ههموو ئالی هاریكاریا وان بكهن " . +سیاسهتمهدارهكی كورد شنگال ب وارگههێ كوردینێ ل ناڤ دبه وهك دهرگهههكی ڤهكری ژچارهسهركرنا خهمێن ههر مللهتهكی را +مهحهما خهلیل : سیاسهتمهدار " گرنگیا شنگال ئهوه كو بهرسڤا داعش دایه وئهڤ ژی بهرسڤهكا نهخوهشیێن مللهتێ كورده وشنگال وارگههێ كورداتیێ یه وچ جاران خوه تهسلیمی دوژمن نهكریه وئیرۆ ههموو قهستا شنگالێ دكهن " +ئهو شاندێ شیعی یێ نوێنهراتیا مهرجهعیا شیعه یا بلند دكر ئاماده نهبوو بهرسڤا وێ پرسیارا تۆرا میدیایی یا رووداو بده دهرباری هێرشكرنا چهند گروپێن شیعه ل سهركوردان مینا عهسایب ئههل ئهلحهق +عهقیل هادی ئهلفهتلاوی : نوێنهرێ ئهمیندارێ گشتی یێ عهتهباتێن حوسینی ل كهربهلاو +"ئهم بهحسا ڤان پرسا ناكهن لێ ئهز وێ چهندێ دبێژم كو ههرێما كوردستانێ ب مهرا سهكنی وب سهر بلندی " +شنگال جوداهی وێ چهندێ كه باژارهكی كوردستانی بچووكه وزۆربهیا خهلكێ وێ ل ژێر هێلا ههژاریێ یه دڤێ قهیرانا داویێ دا ل سهرانسهری عیراقێ ب دهنك كهت ژبهر ههلویستێ خهلكێ بهرامبهر ئاوارهبوویان + + +Hewlêr (Rûdaw)- Roja pêncşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê biçe Parlamentoya Kurdistanê. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê roja pêşncşemê li parlamentoyê gotarekê derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de pêşkêş bike. + +Barzanî telefona Yûsif Mihemed kir û pîrozbahî lê kir bi boneya ku wek serokê parlamentoyê hatiye hilbijartin. + +Di wê peywendiya telefonî de, serokê Herêma Kurdistanê ji serokê parlamentoyê re gotiye ku ewê roja pêncşemê 3/7/2014 were parlamentoyê. + +Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC gotibû ku ew ligel parlamentoyê mijûlî diyarkirina rojekê ne ji bo encamdana referandoma derbarê serxwebûna Kurdistanê de. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku eger hikûmta Tirkiyê li gor pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd destûra bingehîn a Tirkiyê neguhere, pirsgirêk çareser nabin û yên li çiya jî danakevin. + +Endamê şanda HDPê Idrîs Balûken ji rojnamevanan re diyar kir ku Ocalan dibêje ";ji bo ku Tirkiyê bibe dewleteke hemdem, pêwîste yasayên xwe jî hemdem bin, pirsgirêkeke temen sed salî heye û hikûmet heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nikare yasayên pêwîst derbixe, tevî ku ev tişt pir dereng maye";. + +Balûken ku roja 26ê gulan bi şanda HDPê re çûbû Îmralî û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, got ku Ocalan gelek rexne li rêzefîlma bi navê ";Sedsala Muhteşem"; a li ser Împaratorê Osmanî Suleymanê Qanûnî kirin. + +Li gor Balûken, Ocalan derbarê vê yekê de wiha gotiye ";Împaratorên Osmaniyan ji bo desthilata xwe biparêzin gelek caran zarok û malbatên xwe bidarvekirine û kuştine û ev rêzefîlm dide diyarkirin ku heta niha rêbaz û ramana hakim ewe ku ji bo parastina desthilatê her tişt serbeste û desthilatdar jî ji bo parastina kursiyê xwe dikare kurê xwe û malbatê xwe jî tev bikuje";. + +Ocalan da zanîn ku ";li pêş AKPê û Erdogan du rê hene, yan wê AKPê bibe partiyeke desthilatdar û oturîter yan jî ewê gavên demokratîk bavêje û bibe partiyeke hemdem û wê demê ewê bandora xwe bi erênî li ser hemû Tirkiyê bike";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) raportek derbarê xwendekarên Kurd ên herêma Kobanî ku li bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞê de hatine revandin belav kiriye û girtina wan wek tawaneke şer dide naskirin. + +HRW di raporta xwe de dibêje ku ";di 29ê gulanê de 153 zarokên Kurd ên temenê wam navbera 13 û 14 salan, piştî ku imtîhanên xwe li bajarê Helebê kirin, di rêya vegerê de, li bajarê Munbicê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin";. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî roja 28ê hezîranê ragihand ku DAÎŞê 15 xwendekarên Kurd serbest berdane. HRW jî di raprota xwe de van zaniyariyên Rûdawê piştrast dike û dibêje heta niha 5 zarokên Kurd karîne birevin û 15 zarokên din ji aliyê DAÎŞê ve serbest hatine berdan";. + +HRW bi bavên sê zarokên ku hatine revandin aixfiye û li ser zarê diduyan ji wan veguhestiye ku ";ew çend caran di rêya telefonê lige bi zarokên xwe axifî ne";, lê bavekî din dibêje ";heta niha wî nikariye ligel kurê xwe biaxife"; û dilgiraniya xwe li hember çarenivîsa kurê xwe tîne ziman. + +Yek ji wan her du zarokên ku xwe ji destê çekdarên DAÎŞê xilas kirine û reviyane, ji CNN re dibêje ";DAÎŞ her roj serê sibehê zû zarokan ji xwe radike ji bo nimêja sibehê bikin û dersên di şeriyetê de bistînin. Bi şev jî dersên îdyolojîk ên derbarê cîhadê de didin zarokan û vîdyoyên teqînên xwekujî û îdamkirinê pêşanî wan didin";. + +Zarokekî din ê ku reviyaye ji rojnameya ";The Guardian"; re aşkere dike ku ";Her roj 10 zarokên girtî rastî lêdana DAÎŞê tên, tevî ku zarokan neçar dikin li vîdyoyên ku tê de mirov tên serjêkirin, binêrin";. + +Şêwirmendê taybet ê HRW, Fred Abrahams di raportê de dibêje ku ";girtina zarokên Kurd li dijî yasayên şer e";, herwiha HRW vê bûyerê wek ";tawanên şer"; dide naskirin. + +Di raportê de hatiye gotin ku ";DAÎŞ gotiye heta ku endamên wê yên ku li Kobanî dîl di destê baskê çekdarî yê PYDê (YPG) de ne neyên azadkirin, ewê zarokên Kurd bernede";. + +Derbarê vê yekê de, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji malpereke ingilîzî re ragihandiye ku ";YPGê li benda xwestekên DAÎŞê ye da ku bizanibe wê pevguertina dîlan çêbibe yan na";. + +Amed (Rûdaw) - Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê, ku navenda wê ya giştî li Amedê ye, ji bo standina destûra karê fermî serî li Walîtiya Amedê da. + +Endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo fermiyetê serî li Walîtiya Amedê dan û paşê li ber avahiya walîtiyê daxuyanî dan çapemeniyê. + +Hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê parêzer Gulşen Ozbek û Serhat Eren û gellek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. + +Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê Gulşen Ozbek daxuyanî xwend û got ku ew dê ji bo welatiyên ku li Tirkiyê û Kurdistanê ji ber nasname, ol, zayend, nêrînên xwe rastî niheqiyê tên, têbikoşin û got: "Di bingehek rewa û demokratîk de emê têkoşînek hiqûqî bidin û me biryar da ku navenda komaleya me li Amedê be." + +Ozbek diyar kir ku ew wek hiqûqnasên ku pirî caran li hember astengiyên mafên xwezayî û azadiyê tên ji bo ku di navbera xwe de yekitiyekê pêk bînin û ji bo ku mafên hiqûqî yên mirovan biparêzin ev komele ava kirine. + +Hevseroka komeleyê, destnîşan kir ku ew dê li cihê hiqûqa ku desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, ji bo hiqûqekê ku hemû derdorên civakê pê bawer in bixebitin û wiha axivî: ";Em ê ji bo binesaziya hîqûqeke ku hemû takekesan diparêze û ji bo ku pergala dadê pêk were xebatê bimeşînin." + +Ozbek anî ziman ku 70 kes avakarên komeleyê ne û ew ne tenê li Amedê lê dê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo ku şaxên komeleya xwe ava bikin jî dixebitin û piştgirî ji hemû hiqûqnasan xwest. + +Gulşen Ozbek biryara Serdozgeriya Amedê ya der barê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) de dabû jî bibîr anî û wiha berdewam kir: "Em hêvîdar in ku ev biryar ji bo me jî mifadar bibe û bi ti astengiyê re em bi rû bi rû nemînin." + +Ozbek di dawiya axaftina xwe de got ku ew dê wek avakarên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê di her qada jiyanê de li hember niheqî û zulmê têbikoşin û bi vê armancê alîkariya hemû welatiyên ku mafên wan hatine xwarin, bikin. + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, 30 girtiyên doza KCKê hatin berdan. + +Duyemîn dadgeha cezayê giran a Amedê, îro li ser daxwaza parêzeran biryara berdana 30 girtiyên doza KCKê da. + +Li gorî DÎHAyê, di nav kesên ku biryara berdana wan hatiye dayîn de şaredarê berê yê Batmanê Necdet Atalay û şaredarê berê yê navçeya Kayapinarê ya Amedê Zulkuf Karatekîn jî hene. + +Bi vî awayî tenê 2 girtiyên KCKê di zîndanê de man. + +Tê pêşbînîkirin girtiyên han piştî demek kurt ji zîndanê derbikevin. + +Çend roj berê jî parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û girtiyekî din ê KCKê hatibû berdan. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li kêleka pêşmergeyên zilam pêşmergeyên jin jî xwe ji şerê li dijî komên terorîst re amade dikin û ji ber wê jî zêdetirî 500 pêşmergeyên jin di meşqa leşkerî de ne. + +Di dîroka xebata rizgariya kurd û Kurdistanê ya hemû perçeyên Kurdistanê de jin ne tenê paşde nemaye belkî di gellek qonaxadan de roleke hestiyar jî lîstiye. + +Roja îro li Başûrê Kurdistanê jî, jin dîsa xwe amade dikin da ku li kêleka pêşmergeyên zilam sînor û xaka Kurdistanê biparêzin. + +Li gorî agahiyan, zêdetirî 500 pêşmergeyên jin ên girêdayî tabûra duyem a taybet a bajarê Silêmaniyê ne, di meşqê de ne. + +Fermandeya tabûra taybet a pêşmergeyên jin Nahîde Ehmed got, em amade ne li her derî bi taybet li wan deverên ku xeter in, ji bo azadiya welatê xwe û xaka xwe şer bikin. + +Nahîde Ehmed her wiha ragihand, li nav pêşmergeyên jin de jinên zewicî hene û zarokên wan jî hene lê bi şanazî xizmet dikin lê heta ji destê wan tê ew dixwazin jinên ku nezewicîbin werbigirin çimkî berpirstiya wan kêm e. + +Pêşmergeyên jin li ser çawaniya şerkirin li deverên zor, derbaskirina sînor, wergirtina agahî û danîna kemînê tên perwerdekirin her wiha bikaranîna çekên cur bi cur jî ji wan re tê gotin. + +Temenê pêşmergeyên jin ji 18 salî heta 45 salî ye û bikaranîna keresteyên bedewkirinê ji wan re qedexe ye. + +Hêza pêşmergeyên jin sala 1995an ji aliyê YNKê ve hatiye avakirin. Destpêkê tenê 16 kes bûn lê niha zêdetirî 500 kes in. + + + +Celewla (Rûdaw) – Li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, du karmendên Asayişa Germiyanê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatin şehîdkirin. +Li gorî peyamnêrê Rûdawê, îro danê sibê du karmendên Asayişa Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê li bajarokê Celewlayê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin. +Ew her du karmend ku ji aliyê nîşanciyên DAIŞê ve hatibûn birîndarkirin, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bûn û yek jî birîndar bû. +Hat zanîn, karmendê birîndar şandin nexweşxaneya bajarokê Kelarê yê Germiyanê. +Peyamnêrê Rûdawê her wiha da zanîn, hêzên Pêşmerge wan dever û taxên Celewlayê yên ku tê texmînkirin çekdarên DAIŞê tê de ne, didin ber topan. +Çekdarên DAIŞê taxên Wehde û Tecnîdê yên Celewlayê girtine û hinek caran ji wir ve êrişî hêzên Pêşmerge dikin. +Fermandeyekî pêşmerge jî ji Rûdawê re got, fermana êrşê ji me re nehatiye dayîn ma girtina taxekî ji me re zehmet nîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Zarokan (UNICEF) dilgiraniya xwe li hember rewşa bi dehan zarokên Kurd ên herêma Kobanî ku li Munbicê ji aliyê DAÎŞê ve hatine revandin. + +Roja 29ê gulanê 153 zarokên Kurd ên temenê wan navbera 13 û 14 salan, piştî ku imtîhanên xwe li bajarê Helebê kirin, di rêya vegerê de, li bajarê Munbicê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin. Pişt re 5 zarok karîn birevin û roja 28ê hezîranê jî 15 zarok serbest hatin berdan. + +UNICEF daxuyaniyek derbarê revandina wan zarokên Kurd de derixst û tê de diyar kir ku ";ew bi dilgiranî, nûçe û raportên ku behsa revandina 140 zarokên Kurd ku temenê wan di navbera 14-16 salan de ye dişopîne";. + +Rêvebera herêmî ya UNICEFê li bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Marya Kalves di raportê de dibêje ku ";jibilî her 4 zarokên xwe ji destê DAÎŞê xelas kirine, zarokên din hîn li cem DAÎŞ girtî ne";. + +Kalves herwiha aşkere dike ku ";ti peyîwendiya wan zarokan bi şerê ku di welatê wan de berdewame tine ye, ew tenê dixwastin imtîhanên xwe temam bikin û vegerin malên xwe";. + +Ew berpirsa UNICEFê revandin, biçekkirin û bikaranîne zarokan di şer de wek binpêkirineke cidî ya mafên zarokan da naskirin û tekîd kir ku ew kesên zarok revandine dê bên cezakirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Wêranşehra navçeya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber birîna elektrîkê û hewaya germ, xelk nimêja terawîhê li ser banê mizgeftê dike. + +Li Mizgefta Golbaşiyê ya navçeya Wêranşehrê ji ber ku elektrîk tê birîn klîma bi rêkûpêk naxebitin, ji ber vê jî cimaeta mizgeftê biryar da û nimêja terwaîhê li ser banê mizgeftê dikin. + +Li gor nûçeya ajansa Andolu, nûnerê navçeyê yê Diyanet Senê û îmamê Mizgefta Golbaşiyê Faruk Çetînkaplan diyar kir ku klîma bi rêkûpêk naxebitin û ji ber germê ew nikarin di mizgeftê de nimêj bikin. + +Çetînkaplan herwiha got ku ji bo cimaet bi rehetî nimêj bike biryareke wiha wergirtine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dike ku derbarê referanduma li navçeyên Kurdistanî de alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed îro ligel şandeke Neteweyên Yekbûyî civiya û derbarê rewşa koçberên li Başûrê Kurdistanê û rewşa niha ya navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. + +Serokê parlamentoyê daxwaz ji NY kir ku alîkariya hikûmet û aliyên peywendîdar bike ji bo ku alîkariyên bilez bigihînin koçberan. + +Derbarê çûna pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê de, Yûsif Mihemed got ";Mafê pêşmerge ye ku hemwelatiyên Kurd û neteweyên din li wan navçeyan biparêze, ji ber gef li ser mal û jiyana wan heye";. + +Serokê parlamentoyê herwiha got ";Herêma Kurdistanê naxwaze di rêya leşkerî re pirsgirêka wan navçeyan çareser bike, lê dixwaze di rêya referandomê re ew pirsgirêk bê çareserkirin";. + +Ji bo vê yekê jî, Yûsif Mihemed daxwaz ji NY kir ku rola xwe di pêkanîna referandumeke şefaf û dadperwer li wan navçeyan de bilîze. + +Serokê Parlamentoya Kurdistanê tekîd kir ku ";niha dema vegerandina navçeyên veqetyayî bo ser Herêma Kurdistanê ye di rêya yasayî û destûrî ye";. + +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî, şer û pevçûn di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de berdewam dikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku çekdarên DAIŞê gundên Beyadiyê û Zormixarê li rojavayê herêma Kobanî bi hawen û çekên giran topbaran dike û ji ber vê yekê şer navbera YPG û DAÎŞê derket. + +Peyamnêrê Rûdawê ji çavkaniyeke nav ragihandina YPGê got ku ";heta vê demê hîn encamên wî şerî nediyarin. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê duh li başûrê rojhilatê herêma Kobanî li nêzîkî gundê Ebû Sirrê, şervanekî YPGê bi navê Merwan Nebîl di encama şaştiyeke rahênan û perwerdeya leşkerî de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû + + + Amed (Rûdaw)- Li Amedê bi serlêdana 70 parêzeran Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê hate avakirin. Hiqûqnas dixwazin êdî di bin navê Kurdistanê de xebatên hiqûqê bimeşînin û hemû cîhan wan weke hiqûqnasên Kurdistanê nas bike. +Piştî Tevgera Ciwanan, KDP-Tirkiye û Kurdsîadê, parêzerên li Amedê jî komeleyek ku navê Kurdistanê tê de derbas dibe ava kirin. Serok û endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê li Walîtiya Amedê bi awayeke fermî damezrandina xwe îlan kirin. Armanca komeleyê ev e ku hemû hiqûqnasên Kurdistanê di bin banê xwe de bicivîne. +derbarê armanca vê komeleyê, hevserokamkomeleyê Gulşen Ozbek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Armanca me ew e ku li Kurdistanê çiqas hiqûqnas hebin bêne ba hev û kar û barên hiqûqnasan bidomînin."; +Pêvajoya aştiyê çiqas bi rêk û pêk dibe û atmosfera tund cihê xwe ji nermahiyê re dihêle, daxwaz û raman jî ewqas zelal û bê tirs derdikevin holê. Serlêdanên komeleyan ên di demên dawiyê de bi navê Kurdistanê pêk tên jî weke berhema vê pêvajoyê tê dîtin. Ji ber vê yekê hiqûqnas dixwazin navê Kurdistanê bê pejirandin. +Ji aliyek din ve hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê Serhat Eren got: ";Hêviya me ew e ku ev nav bê pejirandin û saziya me bi navê Kurdistanê bê qebûlkirin."; +Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê KHK, bi 70 parêzeran hate damezrandin. Niha parêzer li bendê ne ku nav bê pejirandin û ew di bin sîwana Kurdistanê de kar û barên xwe bimeşînin. + +شێخ ئهحمهدێ خزیری یێ ناڤدار ب مهلایێ جزیری، ئێكه ژ ستوینێن تۆرێ كوردی، ل چهرخێ 16 و 17 ژیایه و یهكه ژ سهركێشێن سوفینزمێ، گورا وی نهاژی ل جزیرا بۆتان یا باكوورێ كوردستانێ، پشتی رویدانێن ل چهرخێ 19 ب سهر جزیرێ دا هاتین بنهمالا وان ووندا بوویه، لێ هێشتا گۆرا وی مهزارگهها شهیدایێن ویه و خهلك ژی وهك جههك پیرۆز سهرهدهریێ دگهل دا دكهت. +*** +جزیر یان جزیرا بوتان ل باكوورێ كوردستانێ ئێكه ژ كانی و ژێدهرێن گرنگێن دیرۆك و كهلتوور و رۆشنبیریا كوردی. +مهلایێ جزیری كو ئێكه ستوینێن توور و ئهدهبێ كوردی ل ڤی باژێری ژ دایك بوویه، چهند ژێدرێن جودا جودا ههنه ل دوور سالا ژ دایك بوونا وی لێ بارا پتر هزر بو هندێ دچن كو ل دناڤبهرا سالێن 1567 تا 1570 هاتیه سهر دونیایێ. +ژیانا خۆ ههمی بۆ زانست و فێركرنێ تهرخان كریه، عاشقێ زاتێ خۆدایێ مهزن بوویه، ئێك بوویه ژ ستوینێن سوفینزمێ دناڤ جیهانا ئیسلامی دا +((قهسیدێن خو 114 دهنه وهكی قورئانا پیرۆز)) +زیرهكی و شارهزایی و دهستههلیا مهلایێ جزیری وه كریه كو ههلبهستا وی پلهكا بلند وهربگریت، بهرهباب ل دویڤ بهرهبابی، شهیدا و حهزژێكهرێن وی تامهكا تایبهت ژ خواندن و گوهداریا ههلبهستێن وی دبینن، هێته هژمارتن یهكهم ههلبهستڤانێ كورد، كو موزیك و سهلیقه و سهروا و پهیڤ بكار ئیناین. +(()) +جزیری ههڤچاغێ ههلبهستڤانێ ناڤدار فهقێ تهیران بوویه، و ههلبهستهكا دوو قولی ڤههاندیه، لهوما وهغهكرنا جزیری ژی دههلبهستهكا تهیران دا خۆیا دبیت دهمێ دبێژیت ((حهفت عهین و لام ژ ههبوون جودا شینی و گری دیسان تهدا)) ئانكو جزیری ل سالا 1050 مشتهخی بهرانبهری 1640 زاینی چوویه بهردلۆڤانیا خۆدێ +() +جزیری كو ناسناڤێن مهلێ و نیشان ژی بۆ خو دهست نیشان كربوون ههر ل باژێرێ جزیرێ مریه و ل قوبا تایبهتا میرێن جزیرێ دا هاتیه ڤهشارتن ژبهركو مامۆستایێ وان كهسێن مالا میرێن جزیرێ بوویه. +() +مهلایێ جزیری ژن نهئینابوو ژبهر هندێ چ زارۆك ل پاش وی نهماینه، دیسان پشتی وان رویدانێن ب سهر جزیرا بوتان دا هاتین، ل سهدێ 19 بنهمالا وان ژی ووندا بوینه. +() +زانایی و مرۆڤچاكیا مهلایێ جزیری، وه كریه كو ژ باژێرێن جودا جودا خهلك قهستا سهر گورێ وی بكهن. +() +مهلایێ جزیری وهك لهش دناڤ ژیانێ دا نهمایه و مالباتا وی ژی ووندا بوویه، لێ وهك بهرههم دناڤ ئهدهبیاتێ دا جههك تایبهت ههیه. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kadrekî şaxê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand ku îro çekdarên DAÎŞê êrîşî gundê Umrekan ê girêdayî bajarokê Selamiye li parêzgeha Neynewayê kirin û 30 Kurdên Şebek ji wir revandin. + +Kadirê şaxê PDKê li Mûsilê Saîd Memozînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Îro saet 10ê sibehê çekdarên DAÎŞê Huseyniyek li nav gundê Umrekan teqandin û 30 xortên Kurd revandin";. + +Memozînî diyar kir ku ";DAÎŞê tiştek ji malbatên wan xortan nekir û xortên mayî jî reviyan û xwe gihandine hêzên pêşmerge";. + +Kadirê PDKê herwiha got ";Pêşmerge li wan navçeyan tine ne ji ber ku dikevin sînorê Ereban û di bin kontrola DAÎŞê de ne";. + +Gundê Umrekan hemû nişteciyên wê ji Kurdên Şebek in. + +Heftiya borî çekdarên DAÎŞê 20 Kurdên Şebek ên din ji wê navçeyê revandin û li gor zaniyariyan yek ji wan kuştine. + +كاودانێن نها عێراقا فیدرال تێدا دبوریت گرنگیا خوە هەیە لسەر لایەنێن ساسی و رەوشەنبیری لگووری ڤێ یەكێ و دەولەتا كوردی ڤەكولین و گەنگەشێن زانستی ل دوور لایەنێن سیاسی و ئابوری و یاسایی یێن ڤان كاودانان دهێن ل دارخستن .لێدوان\ ماموستایەك +ب نەرینا هند ژ ماموستایێن زانكویی و رەوشەنبیران باشترین دەلیڤەیە نها دەولەتا كوردی بهێ راگەهاندن ژبەركو كوردان نها هەموو تشت لبەر دەست هەنە . +لێدوان\ عەبدال نوری +راگەهاندنا دەولەتا كوردی خەونا هەر كوردەكی یە لەوران سیاسەتمەدار دبێژن كاودانێن نها عێراق تێدا دبوریت دەلیڤەیە بو ڤەگەراندنا دەڤەرێن ڤەقەتیای بۆ سەر هەرێما كوردستانێ ئەو یەكە ژی خالەكە بۆ نێزیكبوونا سەرخوبوونا كوردان . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Yûsif Mihemed ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi riyên leşkerî çareser bike, lê tekez kir ku dem hatiye da êdî ew navçe vegerin ser bi Herêma Kurdistanê ve. +Îro, Çarşemê, Serokê Parlamentoya Kurdstanê Yûsif Mihemed pêşwazî li şandeke Neteweyên Yekbûyî kir ku ji rêveberê projeyan Kerîm Seîd û berpirsa kar û geşepêdanê Ribika Saxtoon pêkhatibû. +Di hevdtînekê de rewşa niha ya Iraqê û hatina penaberan bo Herêma Kurdistanê hat behis kirin, di vê barê de Yûsif Mihemed daxwaz ji şanda NY kir ku alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ligel hatina hejmarek mezin ji penaberan ji navçeyên di yên Iraqî piştî têkçûna rewşa ewlekariyê. +Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge jî bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Mihmed ji şanda NY ragihand ku ji mafên Pêşmerge ye ku hemwelatiyên Kurd û neteweyên din ên wan navçeyan biparêze ";Ji ber ku gef li ser wan heye."; +Ji aliyek din ve serokê Parlamentoya Kurdistanê balkişan ser wê yekê ku: ";Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze bi riyên serbazî navçeyên veqetandî çareser bike, lê dixwaze referandom bê kirin bo yek alî kirina wan navçeyan."; +Herwiha hêvî ji NY xwest ku di vê barê de roleke baş bibîne ";Ji ber ku niha dema vegera wan navçeyane bo Herêma Kurdistanl bi riyên yasayî û destûrî."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku rewşa Iraqê berî bûyerên Mûsilê û piştî wan bûyeran gelek ji hev cuda ye û got ku her çareseriyek bo nakokî arîşeyan pêwîste li ser bingeha vê rewşa nû be. +Nêçîrvana Brazanî di hevdîtinekê de ligel şandekê ji Wezareta Derve ya Fransa de, bi serokatiya berpirsê Afrîqa û Rojhilata Navîn di wezaretê de Jean Francois Jirou ku îro, Çarşemê, li Hewlêrê birêve çû, rewşa Iraqê û pêşhatên nû hatin gotûbêj kirin. +Di destpêkê de Jean Francois Jirou amaje kir ku pirsa terorê pirsek navdewletî ye û rûbirûbûna wê erkê civaka navdewletî ye, herwiha diyare kir ku pirsa terorê li Iraqê ne tenê bi riya leşkerî tê çarserkirin, lê pêwîstiya wê bi çareseriya siyasî jî heye. +Ji aliyê xwe Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Baraznî ragihand ku rewşa Iraqê berî bûyerên Mûsilê gelek cuda ji rewşa piştî wan bûyeran, pêwîstiya rewşa Iraqê bi xwendineke nû heye, her çareseriyek bo arîşeyan pêwîste li ser bingeha rewşa nû be. +Herwih Nêîrvan Barzanî spasiya Fransa kir li ser wan peywendiyên wê ligel Herêma Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştmanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmd Asî el-Cerba kir. +Di hevdîtinekê de ku îro, Çarşemê birêve çû Barzanî ligel Ehmed Cerba behsa pêşhatên dawî yên krîza Sûriyê herwiha tevî gefên terorîstan li ser navçeyê kirin. +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Srokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê behsa bûyerên vê dawitê yên Iraqê û ";Kontrolkirina navçeyên Sinî ji aliyê hêzên çekdar û terorîstan ve";kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Pêncşemê, Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê û li wê de gotarekê pêşkêş dike. +Derbarê civînê de, ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê lidarxistin, sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Civîn parlamentoyê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê demjimêr 11:00 bi demha Hewlêrê destpê dike."; +Li gor ku Fexredîn Qadir ragihandiye dê civîn taybet be bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên krîza Iraqê, lê amaje kir ku nediyare dê civîna parlamentoyê vekirî be yan jî wê girtî be. +Herwiha navborî da zanîn ku ";Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê di civînê de parlamenter nikarin pirsiyaran arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê bikin."; +Ev civîn di demekê de tê ku Iraq di guhertinên mezin re derbas dibe û van guhertinan bandor li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî ku niha hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegeriyan bin kontrola Hêzên Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê di vê barê de ragihandibû ku ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li sewr nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina radîka ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest bi parvekirina mûçeya fermanberên bajarê Mûsilê kiriye. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, DAÎŞ mûçeya meha borî bi ser fermanberên li nava bajar parvekirine herwiha daxwaz ji fermanberên ku derbeder bûne kir ku vegerin ser karê xwe. +Roja 9ê meha borî DAÎŞ bajarê Msûilê girt herwiha dest danî ser bajarê Tikrîtê û di çend rojên borî de dewleta xwe ya bi navê ";Dewleta Xîlafetê"; li wê navçeyê ragihanidn. +Herwiha DAÎŞ navê xwe guherî û bi navê Dewleta Xîlafeta Îslamî da zanîn û Ebû Bekir el-Bexdadî jî wek xelîfeyê misilmanan binav kir û ji misilmanan xwest ku dilsoziya xwe jê re bînin ziman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand ku ";Eger Amerîka jî bibêje na, emê serxwebûnê ragihînin."; +Di çavpêkeftinekê de ligel kenala PBS a Amerîkî, Felah Mistefa balkişand li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê. +Mistefa ji kenala navborî re ragihand ku ";Eger xelkê Kurdistanê serxwebûne bixwazin, eger Amerîka jî nerazî be emê serxwebûnê ragihînin."; +Herwiha navborî diyar kir ku Herêma Kurdistanê naxawze ligel Iraqê bimîne ";Ji ber ku Iraqê şikestin xwar."; +Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku rêz li encamên referandomê bigire, ku Herêma Kurdistanê dixwaze encam bide. + +Hewlêr (Rûdaw)-Ev bû 2 rojin ku şer û pevçûn di navbera rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq ûŞamê (DAIŞê) û Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de li gundê Zormixarê lirojavayê herêma Kobanî li ber çemê Ferat berdewam dikin. +Li gorî ku navenda ragihandina YPGê li herêma Kobanî ragihandibû, kuçekdarên DAIŞê ji duh - sibeha roja Çarşemê de gundê Zormixarê li rojavayêherêma Kobanî bi tank û hawnan bi tundî topbaran dike, û di encama şer de,şervanekî YPGê û welatiyekî sivîl ji gundê Zormixarê şehîd bûne, û peywendîji gurûpeke şervanên YPGê qut bûye û çarenûsa wan ne diyare. +Herweha ragihandina YPGê li Kobanî gotibû, ku şervanên YPGê di şerê gundê Zormixarê de, zêdetirî 30 çekdarên DAIŞê kuştine û gelek jî birîndar kirine, û tankek û 2 erebeyên şer yên DAIŞê rûxandine. +Li alîkî din, hin çalakvanên ji bajarokê Şiyûx û herêma Cerablusê, li ser tora civakî ya Facebookê gotibûn, ku DAIŞê cenazeyên derdora 10-15 şervanên YPGê ku di nava wan de keçikên şervan jî hebûn, li bajarokêŞiyûx û bajarê Cerablusê bi awayekî ne mirovane gernadibûn û îhaneta wankiribûn, herweha çalakvanan hin wêneyên wan cenazeyan jî li ser rûpelên Facebookê belav kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)-Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Fadil Cewad got ku daxuyaniyên Mesûd Barzanî derbarê encamdana rapirsiyê de ";Gotinên medyayî ne û destûra Iraqê rê bi damezrandina dewleta Kurdî nade."; +Fadil Cewad di daxuyaniyekê de rexne li daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê encamdana rapirsiyê li ser çarenivîsa Kurdiatsnê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ew daxuyanî bi ";Gotinên medyayê"; binav kirin. +Cewad balkişand li ser destûra Iraqê û got: ";Di destûra Iraqê de ti madeyek nîne ku behsa cudabûnê bike, lê eger rapirsî hat encamdan, pêwîste seranserê gelê Iraqê vegire ne tenê herêmekî diyarkirî, lewma pêwîste gelê Iraqê li ser cudabûna beşekê û pêkanîn dewletek din biryar bidin, destûr rê bi herêm tenê nade ku rapirsiyê encam bide."; +Herwiha wî berpirsê Komkara Erebî diyar kir ku ";Birayên Kurd wê rastiyê baş dizanin ku derdora wan wek Tirkiyê, Îran û civaka navdewletî di dema niha de derfetê nadin damezrandina dewleta Kurd."; +Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî dibîne ku helwesta Tirkiyê û Îran zelal û aşkere ye ku pêkanîna dewleta Kurdî li bakurê Iraqê red dikin û jê nerazî ne ";Hevdem di nava Iraqê de kes alîkariya vê yekê nake."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gihşîte hola Parlamentoya Kurdistanê da beşdarî civîna parlamentoyê bibe. +Derbarê civînê de, ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê lidarxistin, sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Civîn parlamentoyê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê demjimêr 11:00 bi demha Hewlêrê destpê dike."; +Li gor ku Fexredîn Qadir ragihandiye dê civîn taybet be bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên krîza Iraqê, lê amaje kir ku nediyare dê civîna parlamentoyê vekirî be yan jî wê girtî be. +Herwiha navborî da zanîn ku ";Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê di civînê de parlamenter nikarin pirsiyaran arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê bikin."; +Ev civîn di demekê de tê ku Iraq di guhertinên mezin re derbas dibe û van guhertinan bandor li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî ku niha hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegeriyan bin kontrola Hêzên Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê di vê barê de ragihandibû ku ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li sewr nakin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Seidî Ehmed Pîre ragihand ku encamdana referandomê bo diyarkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê ";Di vê demê de başe û di cihê xwe de ye."; +Seidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Referandom yek ji riyên sivîl e bo zanîna nêrîna xelkê Herêma Kurdistanê da bê zanîn bê nêrîna vê herêmê çiye."; +Pîre da zanîn jî ku: ";YNK ji kevin de diruşma wê ya serekî mafê çarenivîse, di sala 1992an de bi biryara parlamentoyê û rêkeftina hemû aliyekî deng hat dayîn bi herêmekê di çarçoveya sîstemek federalî de bijîn."; +Wî berpirsê YNK diyar kir ku: ";Eger mafê welatîbûn bi wekhevî neyê parastin, eger daxwaziyên xelkê Kurdistanê nehat cîbicîkirin bi taybetî di rewşek wek niha de, ku Iraq tê de derbas dibe, bi taybet di demekê de ku en 6 mehin budceya Herêma Kurdistanê û mûçeya xelkê ji aliyên Bexdayê ve hatiye birîn û bi zehmetî tê dayîn, divê carek din em vegerin xelkê û bibêjin rewş bi vî awayî ye, gelo nêrîna xelkê çiye û bijardeyan li pêş wan danin."; +Seidî Ehmed Pîre ragihand jî ku encamdana referandomê di vê demê de di cihê xwe de ye û ";Karekî gelek başe."; +Hewlêr (Rûdaw)-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku tiştê niha li Iraqê diqewime ji encama siyasetên Nûrî Malikî ye û daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku rojekê diyar bikin bo encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê. +Îro, 03.07.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek li Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser pêşhatên rewşa Iraqê û pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê. +Civîna Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Barzanî hatibû lidarxistin, di destpêkê de Barzanî ligel Serokê Parlamentoyê û serokê frakisyonên di nava Parlamentoya Kurdistanê de civiya û piştire gotarek di hola parlamentoyê de pêşkêş kir. +Dihat pêşbînî kirin ku gotara Barzanî bi awayekî zindî li ser ekranan bê weşandin, lê di destpêka civîna parlamentoyê de Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ev pirs xiste dengdanê de û di encamê de 77 parlamenteran deng li dijî weşandina vê gotarê da, lewma gotar bi nihênî û dûr ji medyayê hat pêşkêş kirin. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên Iraqê de got ku, tiştê ku niha li Iraqê diqewimin şikestina siyaseta Malikî li Iraqê ye û aşkere kir ku berî 6 mehan Herêma Kurdistanê Malikî ji rewşeke wiha agahdar kiribû, lê navborî ";Guh neda wan agahdariya."; +Barzanî carek din balkişand ser mayîna Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ragihand ku: ";Hêzên Pêşmerge li her cihekî bin venakişin."; +Berî niha jî di konferansekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Brîtaniya, William Hague, Barzanî ragihand ku: ";Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî ti axaftin jî li ser nayê kirin."; +Derbarê pirsa encamdana referandûmê jî li Başûrê Kurdistanê, da ku xelkê Başûr biryar li ser çarenivîsa xwe bidin de, Barzanî ji parlamenteran xwest ku hevkar bin bo ";Diyarkirina roja encamdana referandûmê"; li Başûrê Kurdistanê. +Ji aliyek din ve Barzanî ji parlamenteran re aşkere kir ku ";Piştgiriya me ya navdewletî heye û ew ên ku piştgiriya me nakin dijminatiya me jî nakin."; +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamenteran kir ku: ";Yasaya komisyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bi pejirînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nasir Hac Mensûr mijara ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê weke propoganda li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), TEV-DEM û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê wesif kir. +Hac Mensûr di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya tora civakî Facbookê got xwediyên nêrîna ragihandina serxwebûnê ne ceddî ye û di nava şev û rojekê de nêrîna xwe diguhêrin. +Hac Mensûr herwiha got eger serxwebûn bi awayekî ceddî bê ragihandin û piştgiriyeke zor mezin ji hemû parçeyên Kurdistanê û hemû hêzên wê yên siyasî ji vê ragihandinê re hebe. +Hac Mensûr diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ragihandina serkirdayetiya Herêmê ji vê babeta mzin re ne tişteke hêsan e û dibe ku ne mumkun be jî. +Berpirsê TEV-DEMê got nexşeya helwestên navdewletî û herêmî di vê derbarê re hatine diyarkirin û her yek ji Amerîka, Tirkiye û Îranê Serxwebûna Başûrê Kurdistanê red dikin. +Hac Mensûr herwiha got ku ew bawer nake ku serkirdayetiya Herêmê dê dûr ji helwestên navdewletî û herêmî û bi serê xwe biryara xwe bistîne. +Di dawiya daxuyaniya xwe de, serkirdeyê TEV-DEMê got ew dûbare dike ku hemû hêzên Kurdistanî dê piştgiriya xwe ji serxwebûnê re ragihînin. +Ji aliyê xwe ve, berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand ku "Eger Amerîka jî bibêje na, emê serxwebûnê ragihînin." + +Mexmûr (Rûdaw) – Şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê ku li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin berdan. + +Qaymeqamê bajarokê Mexmûrê yê girêdayî Mûsilê, Îbrahîm Şêxellah ji Rûdawê re got, ew 31 şofêrên kurd ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin, hatine berdan û niha li ba me ne. + +Îbrahîm Şêxellah, ragihand ku şofêrên han radestî rayedarên Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê hatine kirin. + +Tê zanîn, 31 şofêrên kurd ên Bakûrê Kurdistanê û derdora 50 dîplomat û karmendên Konsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê roja 10ê Hezîrana îsal li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin. + +Lê heta niha dîplomat û karmendên konsulxaneya Mûsilê ya Tirkiyê nehatine berdan. + +Şofêrên kurd di demekî de hatin berdan ku Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, roja 30 Hezîrana îsal gotibû, şofêr û karmendên konsulxanê dê di nav meha Remezanê de bên berdan. + + +Şofêrên Bakûrê Kurdistanê li Hewlêrê siyarî balafirê dibin... +Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa dawî ya Iraq û Kurdistanê her wiha encamdana referandomê ji bona ragihandina serxwebûnê axaftine kir.... + +Barzanî ji Parlamentoya Kurdistanê xwest, roja encamdana referandomê diyar bike.... + +Wan (Rûdaw) – Li navçeya Elbakê ya Wanê, bi hêceta ku ";gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest daye"; alozî û xwepêşandan derket. Artêşa Tirkiyê jî dibêje, ew gerîlayê PKKê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye kuştin. + +Li gorî agahiyan, duh li devera Dirîşkê nêzîkî gundê Xaşkanê yê girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê şer û pevçûn di navbera artêşa Tikriyê û gerîlayên PKKê de derket. + +Li gorî agahiyan, di şer de gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest da ji ber vê jî îro li navçeya Elbakê ya Wanê komek kes dest bi xwepêşandanê kirin û dikandaran dikanên xwe venekirin. + +Hêzên polîs ji bona jihevbelavkirina xwepêşanderan, ava şid û bombeyên gazî bikar anî. + +Ji aliyekî din, artêşa Tirkiyê ragihand, ew gerîlayê PKKê ji aliyê pasdarên Îranê yên li ser sînor ve hatiye kuştin. + +Hat zanîn, cenazeyê wî gerîlayê PKKê veguhestine nexweşxaneya Wanê. + +Heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê PKKê ve li ser vê bûyerê nehatiye dayîn lê ajansa ANFê bûyer wiha ragihandiye, ";tê îdiakirin ku gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest daye";. + +Amed (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzedê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, mal û milkên xwe ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) re eşkere kir. + +HDPê ragihand ku Demîrtaş îro mal û milkên xwe ji YSKê re eşkere kiriye. + +Li gorî vê yekê Demîrtaş ewqas pere û milkên wî heye: + +*Li Amedê xaniyekî wî heye ku nirxa wî 260 hezar lîre (nêzîkî 130 hezar dolar) + +*Li Amedê ofîseke wî heye ku nirxa wê 100 hezar lîre ye (derdora 50 hezar dolar) + +*2 otomobîlên ji curê Audî yên Demîrtaş heye ku daye partiyê + +*Otomobîlek ji curê Skoda heye ku hevjîna wî, Başak Demîrtaş, bikar tîne + +Ev jî wêneya Demîrtaş a ku dê di pisûlayên hilbijartinên serokomariyê de were bikaranîn. + +Demîrtaş dê vê wêneya xwe di pisûleyên hilbijartinê de bikar bîne + + +Îlam (Rûdaw) – Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hêceta ku cadeyên nav bajêr fireh dikin daran qut dikin. Sazî û çalakvanên jîngehparêz jî li dijî vê yekê ne. + +Ev çend roj in şaredariya Îlamê dest bi birrîna darên li nav bajarê Îlamê kiriye û vê yekê jî ji bona ";firehkirina cadeyan"; dike. + +Berpirsê Encumena Dostên Jîngehê, Husên Nêimetîzade jî li hember vê nerazîbûn nîşan da û got, li gorî pilana şaredariya Îlamê zêdetirî 140 darên kevin û mezin ên li nav bajêr dê bên birrîn. + +Husên Nêimetîzade diyar kir, saziyên parastina jîngehê yên Îlamê hemû li dijî vê yekê ne lê mixabin heta niha ti kesî bersiva nerazîbûnên wan nedaye. + +Wî çalakvanê jîngehparêziyê da zanîn, wan ji şaredarê Îlamê re jî gotine û jê daxwaz kirine ku bi hêceta firehkirina kolanan daran nebirrin. + +Ev di demekî de ye ku beşek mezin ji daristanên Berrû yên Îlamê ber bi hişkbûnê ve diçin û heta niha ti tedbîrek jê re nehatiye dîtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Her du baskên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser bibîranîna salvegera terorkirina sekreterê berê yê wê partiyê Dr. Ebdulrehman Qasimlû cuda hizir dikin. +Bakên PDKa Rojhilatê Kurdistanê ku PDK û PDKÎ xwe didin naskirin, li ser çawaniya bibîranîna Dr. Qasimlû li hev nakin. +Her du partî li ser ";bilindakirina ala Kurdistanê"; û ";vemirandina çirayên malan"; hevdeng in lê li ser gireva giştî li hev nakin. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) di daxuyaniyekê de daxwaz kiriye ku di salvegera terorkirina Dr. Qasimlû de (13ê Tîrmehê) de ala Kurdistanê û amblema partiyê hildin û kincên kurdî li ber bikin û wê şevê 3 deqeyan çirayên malên xwe vemirînin. +Lê PDK jibilî wan her du çalakiyan, ji endam û alîgirên xwe xwestiye di salvegera terorkirina Qasimlû de li mal dernekevin û neçin nav bazar û cihên giştî. +Her du baskên PDKê salên berê ji endam û alîgirên xwe dixwestin, roja 13ê Tîrmehê dikan û cihên karên xwe kilît bikin û kincên kurdî li ber biin lê li gorî daxuyaniya PDKê, hikûmeta Îranê di salên borî de hewla astengkirina bibîranîna terorkirina Dr. Qasimlû daye û dikandar û kesên ku diketin girevê rastî lêpirsînê dihatin. +Ebdulrehman Qasimlo, (22.12.1930-13.07.1989) siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo Sekreterê Giştî yê PDKÎ bû û li bajarê Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin. + +Kobanî (Rûdaw) - Gelê Rojavayê Kurdistanê dibêjin, serxwebûna Kurdistanê xewneke dîrokî ya kurdan e û ji ber wê jî piştgiriya xwe ji ragihandina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê re nîşan didin lê dixwazin, hemû şert û mercên herêmî û navdewletî bên nirxandin... + +Ev çend roj in, avakirina dewleta kurdî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hem di rojeva Kurdan de ye, hem jî li cîhanê ji nêzîk ve balê dikişîne û tê gotûbêjkrin... + +Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro jî di axaftina xwe de li parlamentoyê bal kişand ser wê yekê ku ewê ji bo serxwebûnê dest bi referandOmê bikin û pirsa dewletê bibin ber destê gelê Kurd.... + + + +Riha (Rûdaw) – Hat zanîn, şofêrên Bakûrê Kurdistanê yên ku piştî 23 rojan ji destê DAIŞê rizgar bûn, gihîştin Tirkiyê. +Rêxistina DAIŞê îro 32 şofêrên Bakûrê Kurdistanê yên ku roja 10ê Hezîrana îsal li bajarê Mûsilê girtibûn, berdan. +Şofêrên han piştî ku hatin berdan li bajarokê Mexmûrê radestî rayedarên Tirkiyê hatin kirin û li gorî Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji saet 17:00 ji Hewlêrê bi balafireke taybet ber bi Tirkiyê ve ketin rê. +Li gorî medyaya Tirkiyê, şofêrên Bakûrê Kurdistanê bîstekê beriya niha gihîştin bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê û ji aliyê malbatên xwe û rayedarên bajêr ve hatin pêşwazîkirin. + + + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li navçeya Mehserê ya Mêrdînê di encama şerê malbatan de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. +Li gundê Bafa yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di navbera sercerdevan Medenî Guven û xizmên cerdevanan û endamên malbatên Demîrkiran û Budak nîqaş derketin, nîqaş veguherî şer. +Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin, cerdevanan xwestin wesayîta malbata Demîrkiran li ser rê rakin, lê piştî ku malbata Demîrkiran li dijî vê yekê derket, nîqaş derketin û veguherî şer. +Hat gotin ku sercerdevanê bi navê Guven û xizmên wî gulle li ser malbata Demîrkiran û Budak reşandin. +Di encamê de Cemîl Demîrkiran û xwarziyên wî Ahem, Îzettîn û Fîgen Budak li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. +Her wiha ji malbata Demîrkiran 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û leşkeran li gund tedbîrên ewlehiyê girtin. + +Hat zanîn ku cenazeyên 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. +Tê gotin ku şerê han ji ber nakokiyên di dema hilbijartinên 30'ê Adarê yên hilbijartina muxtarê gund de derketibû, çêbûye. + + +Rebîe (Rûdaw)- Li ser rêya Rebîe û Mehmûdeiyê li rojavayê Mûsilê Hêzên Pêşmerge du bombeyên çandî pûç kirin. +Fermandeyê lîwayê heşt yê hêzên bejayî yên Pêşmerge, Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Înê, Hêzên pêşmerge karîn 2 bombeyên çandî pûç kirin."; +Haşim Sîteyî da zanîn ku ew her du bombe li ser rêya di navbera Mehmûdiye û Rebîe de hatibû danîn da ku de dema derbasbûna karwana otombîlên Pêşmerge de biteqin. +lîwayê heşt yê hêzên bejayî yên Pêşmerge ku niha li navçeyên rojavayê Mûsilê bi cih bûne, ev çendîn care ku bombeyên çandî ji aliyê rêxitsina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser rêya hatin û çûna otombîlên Hêzên Pêşmerge didane, heta niha jî çend şehîd û birîndar jî bi wê sedemê ketine. +Hewlêr +(Rûdaw)- Li naveçya Celewla ya ser bi parêzgeha Diyale ve şer û pevçûn +di navbera Hêzên pêşmerge û çekdarên rêxitsina radîkal a DAÎŞ de derke. + +Amûdê (Rûdaw)- Li derdora bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê şer di navbera gundekeî Kurd û gundekî din ê erebnişîn de derket. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji bajarê Amûdê ragihand ku: ";Duh, Pêncşemê, derdora demjimêr 10 sibehê, di navbera xortên gundê Qerengûz yê ser bi bajarê Amûdê ve û gundê Cabiriyê yê erebnişîn deşer derket."; +Li gor peyamnêrê me, di encama wî şerî de 2 hemwelatiyên Ereb birîndar bûn û asayîşê bajarê Amûdê xortekî Kurd girtin û heta niha ew xwert li cem asayîşa girtî ye. +Sedema derketina vî şerî, ajûtina pez ji aliyê xortên Ereban ve bi ser erdê gundê Qerengûz û ew yek bû cihê nerazîbûne hemwelatiyên gundê navborî, lewma şer di navbera her du aliyan de derket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê Şîe li Iraqê Elî Sîstanî nêrîna xwe li ser yekemîn civîna Parlamentoya Iraqê anî ziman û dilgiraniya xwe ji rênekeftina aliyên siyasî li ser hilbijartina serokê parlamentoyê derbirî. +Hevkarê Elî Sîstanî, Ehmed Safî di gotara roja Înê de ragihand: ";Roja Sêşema borî yekemîn civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû, xelk geşbîn bû û pêşbînî dikirin ku ev destpêkek baş bû, lê tiştê ku bûyî, hilnebijartina serokê paralamentoyê û cîgirên wî di wê rûniştinê de, şikestinek,cihê mixabiniyê bû."; +Herwiha Ehmed Safî daxwaz kir ku hikûmeta nû ya Iraqê bi rezamendiya hemû aliyan bê pêkanîn. +Roja Sêşema borî, 01.07.2014, Parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe lidarxist bo hilbijartina serokê parlamentoyê û her du cîgirên wî, lê bi sedema derketina nakokiyan di navbera endamêna parlamentoyê de civîn bê encam bidawî hat. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, Ebdullah Akreyî diyar kir, serxwebûna Herêma Kurdistanê ti tehdîdekî li ser welatên cînarên Başûrê Kurdistanê bi taybet Îranê çênake. + +Îranê heta niha gellek caran çi bi fermî û çi bi rêya kanalên cur bi cur re dijberiya xwe li hember ragihandina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê aniye ziman. Pirraniya rayedarên îranî, vê yekê di bin navê dijberiya li hember jihevbelavbûna Iraqê de jî tînin ziman yan jî vedişêrin. + +Dozaja dijberiya Îranê li hember serxwebûna Kurdistanê piştî wê zêde bû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir roja lidarxistina referandomê destnîşan bikin. + +Li ser tirs û tehdîdên Îranê, berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê Ebdullah Akreyî, ji Rûdawê re got, dema li Iraqê sîstema federalism û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezirandin welatên cînarên Kurdistanê heman tişt digotin û fikarên xwe dihanîn ziman lê Îranê beriya her kesî 2 konsulxane li Herêma Kurdistanê vekir. + +Ebdullah Akreyî, her wiha ragihand, di heyama 22 salên borî de Herêma Kurdistanê li dijî welatên cînar nebûye gef û tehdîd û ji vir û pêde jî nabe tehdîd û got, ji xwe 600 km sînorê Başûrê Kurdistanê û Îranê heye û heta niha ewlehiya sînor hatiye parastin. + +Şingal (Rûdaw) – Hat zanîn, hêzên Pêşmerge karîne di şerê devera Til Benatê ya Şingalê de çekdarên rêxistina DAIŞê bidin revandin û derbê li wan bidin. + +Îro li devera Til Benatê ya girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê bi topan êrişî xelkê kirin. + +Lê rastî bersiva tund a hêzên Pêşmerge hatin û ji ber wê jî neçar man paşde vekişin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ti kesî ji ber êrişa DAIŞê zirar nedîtiye ji ber ku topên hawanê li derdora Til Benatê ketine. + +Devera Til Benatê li başûrê bajarokê Şingalê ku xelkê wir hemû kurdên êzîdî û şîe ne. + +Di nav çend rojên borî de ev cara duyemîn e ku çekdarên DAIŞê êrişî Til Benatê dikin û her carê jî rastî bersiva tund a Pêşmerge tên. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, ew gerîlayê ku li navçeya Elbakê ya Wanê jiyana xwe ji dest daye ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kuştin. + +Şeva pêr li gundê Dirîşkê yê girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê û li nêzîkî sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKK û hêzên artêşa Tiriyê de şer derketibû. + +Di wî şerî de gerîlayekî jiyana xwe ji dest dabû lê artêşa Tirkiyê ev yek avêtibû stûyê pasdarên Îranê. + +PKKê îro di daxuyaniyekê de bersiva artêşa Tirkiyê da û ragihand, ew gerîlayê wan ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatiye kuştin. + +Li gorî daxuyaniya PKKê, wê şevê hêzên tirk kemîn ji gerîlayên PKKê re danîbûn û ji ber wê jî şer derketibû û gerîlayê bi navê Alîcan Erkmen bi birîndarî ketibû destê leşkerîn tirk û piştre hatibû gullebarankirin. + +Di daxuyaniyê de hat gotin ku ti eleqeya pasdarên Îranê bi wê bûyerê re tine ye û daxuyaniya artêşa Tirkiyê jî wek ";veşartina sûcê xwe"; hatiye binavkirin. + +Îlam (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Nûjenkirina Dibistanên Îlamê ji rewşa avahiyên dibistanên bajêr dilgiran e û dibêje, eger li Îlamê erdhejek çêbibe dê pirraniya dibistanan biherifin. +Rêveberê giştî yê nûjekirina dibistanên bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, ragihand, rewşa 95 dibistanên bajêr baş nîne ji ber ku eger erdhejek çêbibe ew dibistan dê biherfin. + +Wî rayedarî Îlamê da zanîn, di wan 95 dibistanan de nêzîkî 7 hezar xwendekar perwerdê dibînin. + +Li gorî rêveberê nûjekirina dibistanên Îlamê, avahiyên dibistanan li Îlamê pir kevin in û li gorî pîvan û standardan nehatine çêkirin. + +Rêveberê nûjekirina dibistanan hişyarî da û ragihand, eger ew dibistan neyên nûkirin û çêkirin dê di sala nû ya perwerdê de can û jiyana xwendekaran bikeve bin metirsiyê. + +Li Îlamê bi giştî hezar û 300 dibistan û navendên xwendinê hene ku derdora 100 hezar xwendekar tê de perwerdê dibînin. + +Beşek ji wan dibistanan heta niha jî çadir û kon in. + +Amed (Rûdaw) - Ji ber ku Şaredariya Amedê otobûsên xwe dişîne navçeyan û xelkê bi erzanî dibe û tîne, di navbera xwediyên xetên taybet ên mînîbûsên Farqînê û peywirdarên Şaredariya Amedê de şer derket. + +Xwediyên mînîbûsên taybet îro bi mînîbûsên xwe hatin ber avahiya şaredariyê û bi daran êrişî pasewanên şaredariyê kirin. + +Xwediyên minîbûsên taybet piştre bi daran êrişî avahî, cam û camekanên şaredariyê kirin û camên avahiyê anîn xwarê. + +Minîbûsvanan piştî demekê dev ji êrişên xwe berdan lê piştî demekê careke din êriş birin ser şaredariyê. + +Li ser vê yekê xebatkarên şaredariyê jî bersiv dan mînîbûsvanan. Di encama êrişê de 4 xebatkarên şaredariyê birîndar bûn. + +Polîsan jî bi bombeyên gazê mudaxaleyê şer û pevçûnan kir. Polîs heta avahiyên şaredariyê jî ketin hundir û gellek xebatkarên şaredariyê ji ber bombeyên gazê zehmetiyeke mezin kişandin. + +Li gorî agahiyên ku Şaredariya Amedê dan, wan nirxa kirêya otobûsên şaredariyê ku rêwiyan dibin Farqînê û ji Farqînê tînin Amedê, daxistine 2 lîreyan (nêzîkî dolarek). + +Xwediyê mînîbûsên taybet jî dibêjin, ji ber daxistina bihayê otobûsan kes li mînîbûsên wan siyar nabe û ew zirar dikin û dixwazin şaredarî bihayê siyarbûnê bilind bike. + +Lê şaredarî jî dibêje ew xizmeta gel dikin û ji ber ku xelk feqîr e, ew bihayê siyarbûnê bilind nakin. + +Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, ew li gel van kesên mafya naxivin û gotin, ev êriş dê bê bersiv nemîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Penaberên Rojavayê Kurdistanê dema rastî nexweşiyê dibin, di nava nexwşiya xwe de rastî nexweşiyeke mezintir tên ku êşa wê ji a yekê girantire. Ew jî ne ji mafê wa ye ku xwînê bibexşînin mirovê xwe, her çiqasî rewşa wan di metirsiyê de be yan jî xwînê bê beramber bistînin û dayika Welîd nimûneyeke. +Lê berpirsên nexweşxaneya hawarhatina Rojhilat dibêjin ku yasayek taybet bi penaberan heye. +Tevî vê yekê jî, lê ne herdem xwîn li nexweşxaneyan peyda dibe, bi taybet jî hincorê xwînê yên ku bi zehmetî peyda dibin, ji ber vê yekê penaberê Rojava hêvî dikin ku ew bi xwe karibin xwînê bidin hev. +Ji aliyê xwe ve berpirsên navenda veguhestina xwînê li Hewlêrê dibêjin ku ev yek yasa ye û nikarin binpê bikin. +Îsal nêzîkî 5 hezar bitil xwîn ji bo navenda veguhestina xwînê hatine bexşkirin, ji wê xwînê zêdî 2000 bitil diçe ji bo nexweşên Telasîmya û nexweşxana nanekelî û xwîna ku dimîne ji bo xelkê Hewlêrê û mihvanên wê ye. +Qamişol (Rûdaw)- Avakirna avahiyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistnê tê rawestandin, ev nêzî uek salê ye ku avkirina avahiyan li bajarê Qamişlo hatiyê rawestandin bi sedema giraniya nirxê pewêstiyên avakirnê û derketina karkeran ji bajar û rewşa webwerhênerên di vî warî de pir xerab bûyê. +Berî şoreşa Sûriyê dest pê bike bajarê Qamişlo geşbûneke berçav di warê avakirnê de bu xweve didît û weberhênerên herêma Cezîrê hemû hêza xwe xistibûn bajarê Damişlo de lê ev demek avakirn hatiyê rawestandin. +Di vê koçberiya ku çêbûye de gelek ji koçberan xaniyên xwe danîne ber firotinê lê ji bûhabûna wan xaniya ew nayên firotin û xwedanê ofîsin firotin û kerîna xaniya yê qadê nerazîbûna xwe li ser vê yekê diyar dikên. +Avakirin li bajarê Qamişlo ber bi balafirgehê ve diçe lê riya balafirgehê ta ku dighê Filkeya Zorê di bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Sûriyê de ye û nahêlin ti kes ji welatiyan ber bi balafirgehê ve here ji bilî rêwiyan. + + Domiz (Rûdaw)- Di nava penaberên Rojavayê Kurtdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ciwanên ko di zanîngehan de dixwendin hene, lê rewşa penaberiyê ew neçar kirin ku karê giran bikin da karibin jiyana xwe birêve bibin, hin car jî karê giran encamên xerab ji li pey xwe tîne, mîna Basil ko lingê wî pûç bû ye dema di avakirinê de kar dikir. +Piştî ku di zanîngeha Hesekê de li Rojavayê Kurdistanê xwendina xwe dikir, neçar bû dev ji mala xwe berde, da Basil û malbata xwe bijîn wî karê avakirinê kir heta ev bûyer bi sere wî hat. +Serdar ew jî di beşê bazirganî û abûriyê di zanîngehê de dixwend û niha karê giran dike piştî ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. +Tevlî ko penaberên xwendekar dibêjin ew amedene karê sivik an giran bikin lê kar ne her demê peyda dibe û rojekê kar dikin û roja ndin bê karin û her pirsa xwendinê ji bîr çû ye. +Basil dibêje ku ew mînakeke ser encamê ko yek karekî nekarê xwe bike wê çi li sere wî bê herwiha dibêjê penaberî û rewşên awarte mirov ne çarî karê giran dikin. + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, şofêrên mînîbûsan ji ber ku şaredariyê nirxa siyarbûna otobûs û mînîbûsan daxistibû, hêrs bûn û êrişî karmendên şaredariyê kirin. + +Piştî ku şaredariya Amedê biryar da bi nirxeke erzan otobûsên xwe bixe xizmeta gelê, şofêrên mînîbûsan ku li nav bajêr welatiyan dibûn û tînin, ji vê yekê hêrs bûn û bi dar û beran êrişî şaredariyê û karmendên wê kirin… + +Kobanî (Rûdaw)– Ev 3 roj in li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê de didome. Rêveberiya Kantona Kobanî jî ji her kesî xwest, li dijî DAIŞê çek hilgirin. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, DAIŞê bi çekên giran ji duh êvarê ve gundên Zormixarê, Beydiyê, Degirman û Borazê li rojavayê Kobanî topbaran dike û dixwaze wan gundan zeft bike. + +Li gorî agahiyan, ji ber şer û topbaranê xelkê sivîl ji gundên xwe direvin bajarê Kobanî. + +Rêveberiya Kantona Kobanî jî di daxuyaniyekê de ji xelkê herêmê xwest, yên ku dikarin çek hilgirin li dijî DAIŞê şer bikin. + + +Celewla (Rûdaw) – Li bajarokê Celewla yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, hêzên Pêşmerge çeperên çekdarên DAIŞê didin ber topan. Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha herî kêm 2 çekdar hatine kuştin û herî kêm 10 jî birîndar bûne. +Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed, ku niha li bajarokê Celewlayê ye ragihand, îşev derdora saet 8an çekdarên DAIŞê bi topan êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê rastî bersivek tund a pêşmergeyan hatin. +Helo Mihemed da zanîn, hêzên Pêşmerge nehîştin çekdar pêşve herin û heta niha jî bi tundî taxa Tecnîdê ya bajêr ku çekdarên DAIŞê tê de ne, didin ber topan. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, heta niha ti pêşmergeyek zirar nedîtiye lê herî kêm 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herî kêm 10 jî birîndar bûne. +Ji aliyeî din, bombek li destpêka bajarokê Celewlayê bi otomobîleke komîteya YNKê de teqiya û di bûyerê de 2 pêşmerge û 3 kesên sivîl birîndar bûn. + +Silêmanêî (Rûdaw)- Li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê şofêrên bajar xwepêşandanek lidarxistin û çend riyên nav bajar jî girtin. +Îro, Şemiyê, yekemîn roja parvekirina beznînê bi kobon (Kupon) bû li Silêmaniyê, lê ji ber ";rê û şûnên aloz ên ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li ser wergirtina kobonên benzînê danîne";, şofêran xwepêşandanek lidar xistin. +Li gor rê û şûnên wezareta navborî, pêwîstiya karta salê ya otombîlê bi navê şofêran be ligel çend belgeyên din ên Iraqî da ku kobonên wergirtina benzînê werbigirin, lê şofêran nerazîbûna xwe ji vê yekê anîn ziman û gotin ku gele şofêr hene ku kerta salê ya otombîla wan ne bi navê wan e, ewlam nikarin wan kobonan werbigirin. +Şofêran li ser cadeyên Silêmanî-Erbet, Tasluce-Raperîn agir berdan tayeyan û cade girtin. +Herwiha şofêran got ku ew bi wê rêjeya benzînê razî nabin ku hikûmet li himber wan kobonan dide wan, ku qasê wê heftane 25 lîtir bo otombîlên taybete û 50 lîtir bo şofêrên teksiyên nav bajare. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryara roja Duşema bê, 07.07.2014, Parlamentoya Kurdistanê civînekê lidar bixe bo gotûbêj kirina çend babetên di rojevê de, ji wan jî krîza benzînê ya ku ev demeke li Herêma Kurdistanê peyda bûye. +Li gor daxuyaniyeke Parlamentoya Kurdistanê, serokatiya parlamentoyê daxwaz ji parlamenteran kiriye ku roja Duşema bê amadedyî civîna hejmare 14 a Parlamentoya Kurdistanê bibin. +Di civînê de dê pirsa proje yasaya komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û pirsa encamdana referandomê jî encam bidin. +Herwiha dê parlamenter mijara krîza benzînê ku ev demek li Herêma Kurdistanê peyda bûye gotûbêj bikin û bo vê mebestê jî dê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî li Herêma Kurdisatnê, Aştî Hewramî li ser daxwaza çenda parlamenteran di civîna parlamentoyê de amade be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku hikûmeta Tirkiyê paketek qanûnî ji şeş madeyan derbarê pêvajoya aşitî û çarseriyê de amade kir, û piştî ku komîteyên partiyê parlamentoyê 3 rojan nîqaş kirin, bê ku ti guhertinek têkeve wê paketê wê radestî ParlamentoyaTirkiyê bibe, û piştî pesendkirina parlamentoyê wê pêvajo bi awayekî fermî qanûnî û li gor nexşeyeke demî bimeşe, ango wê demên avêtinên wan gavan ji her du aliyan hemû bên diyar kirin. +Li gor vê paketê tê çaverêkirin ku ew vekşandina hêzên gerîlayên PKKê ku di îlona 2013an de hate rawestandin ji nûve dest pê bike, û di çarçoveya 18 mehan de êdî pêvajo bi awayekî siyasî destpê bike, heta wê demê pêwîste yek şervanê PKKê li Tirkiyê nemîne, û riya vegerandina gelek ji wan bo malbatên xwe hatibe vekirin, û vegerandina Kurdên bakur yên Maxmûrê û kesên hatine sirgûn kirin jî di nav de, û tê çaverêkirin ku ev gav di sê mehên destpêkê yên 2015an de têkevin piratîkê, lê mijara danîna çekên gerîlaheta niha nehatî zelalêkirin. +Li gor vê paketa pêvajoyê ku hikûmet bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re lihev kiriye de, wê him ji bo bilezkirina gavên pêvajoyê û him jî çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan,komîteyên şopandina pêvajoyê bê lidar xistin, û îhtîmala mezin wê du sekretarî jî bên lidarxistin, yek wê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê be, ku bi Qndîl û KCKê re di nav têkiliyan de beû pirsgirêkên mijara vegerandin û vekşîna hêzên gerîla re alleqedar bibe, û yek jî wê li Enqerê be, û wê herdu sekreterî bi awayekî hevkar karê xwe bikin, û ofîseke xwe wê li deryê Îbrahîm Xelîla sînorê başûrê Kurdistanê ava bikin, ku karibe kesên ku vedigerin wan tomarbike û kêşeyan çareser bike. +Li gor ku medya Tirkiyê ragihand, wê destpêkê hemwelatiyên Tirkiyê yên ku navçeya Mexmûrê dimînin vegerin Tirkiyê, û pişt re wê gerîlayên ku şer nekrine û li ser wan ti lêpirsînên cezayî tine ye vegerin. +Herwiha li gor heman ragihandinan, şeş hezar û 155 endamên hêzên gerîla hene, û li gor detayên paketa qanûna pêvajoyê pêwîste ji meha tîrmeha 2015an de heta kanûnê, nîzîkî 2 hezar û 168 gerîla vegerin Tirkiyê, û di qonaxa duyemîn de jî pêwîste 2 hezar û 145 kes vegerin, lê derbarê rayedarên KCKêyên li Qendîlê û kesên berpirs yên ku jiPKKê Qutbûne de ku hijmara wan nîzîkî 127kesên ewê tenê jê 51 kes ku xeta sor li ser navên wan hene, jiyana xwe heta demekê li herêma Kurdistanê berdewam bikin, û yên din vegerin Tirkiyê, û wê derbarê kesên din ku ji PKKê qutbûne de û himara wan 3 hezar 971 kesin,di destpêkê de 711 kes ji wan tenê wê vegerin, û piştre2 hezar 209heta meha hezîrana 2015an de vegerin Tirkiyê. +Medya Tirkiyê diyar dike ku, îhtîmala mezin wê rayedarên KCKê beşekî ji gerîlayan tevlî hêzên YPGê li rojavayê kurdistanê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Komela Parêzerên Kobanî derbarê pêşhatên herî dawî yên Herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir. +Di daxuaniyê de hatiye ku di encama êrîşên DAÎŞê de li ser gundewarên rojavayê Kobanî di nav rêzên hêzên YPGê û sivîlan de qurbanî hene û xelkên deverê gundên xwe bicî hiştine û hin ji wan penaberî Tirkiyê bûne. +Di daxuyaniya xwe de, Komela Parêzerên Kobanî êrîşên DAÎŞê û terora li dijî sivîlên kurd û talankirina mal û milkên wan şermezar dike. +Komelê bang li aliyên opozisyona Sûriyê û bi taybetî Hevpeymaniya Niştimanî kir daku êrîşên DAÎŞê li ser Herêma Kurdî şermezar bikin. +Komelê herwiha bang li Yekîneyên Parastina Gel YPGê kir ku di vê rewşa metirsîdar bighêjin û li ser hemû hêzên siyasî û civaka sivîl li Herêmê vekirî bin. +Komela Parêzerên Kobanî herwiha daxwaz li YPGê kir ku dest ji zihniyeta tekrewiyê berde û hemû aliyên kurd di biryara şer û aştiyê û parastina Herêmê de beşdar bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand ku ev rewşa niha li Iraqê qewimiye metirsîdare û ";Pêwîste em hişyar bin."; + +Mesrûr Barzanî di peyamekê de piştgiriya xwe bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Parlamentoya Kurdistanê anî ziman û daxwaz ji pêkhatên Kurdistanê kir ku: ";Berjewendiyên teng bidin aliyekî û hemû bi hestekî niştîman perwer hemû karînên xwe bikin yek da vê proseyê serbixin."; + +Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişiyarî da û got: ";Pêwîste em hemû hişiyar bin û bila di bîra me de be eger em biryarên biwêr nedin û metirsî bihêlin ku em başve vekişin, ev metirsî ne tenê naçin li belê wê berferehtir bibin û bihêztir jî bibin û em dê rastî çarenivîsek nediyar werin."; + +Bi sedema şerê li derdora Til Efer ser bi parêzgeha Newynewa ku piraniya nîşteciyê wê ji Turkumanên Şîe ne, hejmarek ji wan di rêya Şengal û Rebîe re xwe gihandin bajarê Hewlêrê. +Wezîrê vegûhestinê di hikumeta Iraqê de biryar da, ku koçberên Turkumanên Şîe li ser hisabê hikumeta Iraqê wan bigînin Bexdad û parêzgehên Başûrê Iraqê. +¤WA0 4864 +SB- Koçberê Turkumanî +Ev nêzîkê sê rojin, ev koçber di nav balafirxaneya Hewlêrê de şev û rojên xwe derbas dike û li benda balafirên hikumeta Iraqê ne, ku rexne li xemsariya hikumetê dikin. +¤WA1 4864 +SB- Koçberê Turkumanî +Roja pêçşema derbasbûyî, demjmêr 10 êvarî zêdetirî 280 koçberên Turkumanên Şîe di rêya abalfirxaneya Hewlêrê re çûn Bexdad, lî hîn zêdetirî 1000 koçber li benda balafirê ne, ji bo ku ew jî biçin deverên Başûrê Iraqê + + +Hewlêr (Rûdaw)-Piştî 3 rojan ji topbarankirina rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê(DAÎŞ) bi tank û hawnan ji gundên Zormixar û Beyadiyê û Ziyaretê re lirojavayê herêma Kobanî, Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) di daxuyaniyekê devekşandina xwe ji wan gundan ragihand. +YPGê di daxuyaniya xwe de gotibû, ku sedema vekşandina ji wan hersê gundan, ji bo parastina jiyana sivîlên wan gundan bûn, û niha ew gund di bin destênDAIŞê de ne. +Jêdereke ji ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku di nava wan 3 gundan de, tenê sivîlek di gundê Beyadiyê de mabû, ewjî ji aliyê DAIŞê ve hatibû şehîd kirin, û piştî derketina hemwelatiyênkurd ji gundên xwe, mal û milkên wan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn talankirin ûşewtandin, û di roja sisiyan de ji şer, tenê şervanekî YPGê şehîd bibû, ûbi sedan ji çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin û birîndar kirin. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, ku di hersêrojên borî de, YPGê navê 5 şervanên xwe yên ku di şerê li rojavayê herêmaKobanî de şehîd bibûn û sivîlekî bi rengekî fermî ragihandibûn, herwehaçaverê ye ku îro navê komek şehîdên din jî bê ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îsa Cengîzê kalê 107 salî ev 100 salên wî ye ku bêyî navbir rojî digire û nivêja xwe jî dike. + +Îsa Cengîzê ku niha xwedî 14 zarok û 77 neviyane ji bajarokê Bazîdê yê girêdayî bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê ye. + +li gor ajansa Andaolê, berî 160 salan Cengîz ligel malbata xweji Îranê hat û li taxa EhmedêXanî bi cih bû. + +Derbarê jiyana xwe de, Cengîz dibêje ku her tim Qur'ana Pîroz dixwîne û ji bo kirina nimêjê jî diçe mizgefta ku ji mala wî dûr e. + +Cengîz got ku di 100 saliya xwe de çûye hecê û di 104 saliya xwe de jî çûye Omrê û wiha dewam kir: "Ez ji 7 saliya xwe vir ve rojî digrim. Heta niha min di hemûmehên Remezanê de rojî girt. Herwiha ez di mehên Receb û Şabanê de jî rojî digrim. Ez di xwarin û vexwerina xwe de tim baldar im. Tiştên organîk dixwim." + +Cengîz got ku ew her çiqas kal jî bûbe dikare rojiyê bigre û ev yek zorê nadê.Cengîz got ku ew her roj genim dide mirîşkên xwe, ji xebatê hez dike. + +Cengîz got di yek saliya xwe de li Bazîdê bi cih bûne û wiha dewam kir: "Min Ataturk jî dît, hêj ciwan bû. Sakoyekî dirêj lê bû. Dema ermen û rûs li herêmê bûn, min ew jî dîtin. Dema ermen û rûsan li herêmê rêhesin çêkir jî min dît. Ez ji niha ve Cejna Remezanê yaalema Îslamêpîroz dikim." + +Amed (Rûdaw) - Akademîsyenên kurd ji bo nirxandina pêşveçûnên li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, li Amedê konferansek li dar xistin. +Li Amedê bi beşdariya bi dehan akademîsyenên ji zanîngehên cuda konferansa bi navê ";Di Rojhilata Navîn de Sînor, Rejîm, Kurdistan û Tehayûlên (pêşbînî) Siberojê"; dest pê kir. +Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku çend roj berê ji girtîgehê derketibû jî tevlî konferansê bû û helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî kurdan rexne kir. +Dîcle wiha axivî:";Di vê sedsalê de hêzên desthilatdarên Ewropî, bê vîna gelê kurd ango bê îradeya gelê kurd, Kurdistan perçe kirin. Kurd ji hemî mafên neteweyî bêpar hîştin û koletî li ser gelê me ferz kirin."; + +Akademîsyenên ku tevlî konferansê bûn, pêşveçûnên dawî yên li Iraqê jî nirxandin û bal kişandin ser vê yekê ku êdî derfeta pêkvejiyana kurd û erebên sûnnî û şîe nemaye. +Akedemîsyenê bi navê Cuma Çîçek, ku ji Zanîngeha EHESSêya Fransayê beşdar bibû, got, ";Dema em li başûrê Kurdistanê dinihêrin xuya dike ku civata kurd dixwaze xwe îdare bike. Şert û mercên pêkvejiyana ereb û kurdan her ku diçe qels dibe û qut dibe.’’ +Hin akademîsyenan jî xwestin kurd li hemberî stratejiya Iraq û Îranê hişyar bin û bi gavên aqilane berjewendiyên neteweyî biparêzin. +Akademîsyenê bi navê Veysel Ayhan ku ji Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê ya li bajarê Bolu yê Tirkiyê beşdar bibû, got, ";Divê kurd hişyar bin û hişyariya xwe tenê li ser DAÎŞ’ê danenê. Divê stratejiya Îran’ê baş bifikre. Stratejiya Bexda’yê jî baş bifikre. Çimkî, tirseke mezin li ser Îran’ê ye ku Kurdistaneke serbixwe ava bibe. Ji ber wê jî Îran dixwaze Kurdistan’ê bike cihê şer.’’ + +Konferansa ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî (SAMER) û Weqfa Mezopotamyayê ve tê birêvebirin dê 2 rojan berdewam bike. + + +Kobanî (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn, ragihand, di şerê Kobanî de herî kêm 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 15 jî şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. + +YPGê îro bîlançoya şerê çend rojên dawiyê yên li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê yê li dijî çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê re eşkere kir. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, di şerê şervanên wan li dijî DAIŞê ku ji roja 2ê Tîrmeha îsal ve li gundên Zormixarê, Xirab Eto û Beyadiyê derketibû, herî kêm 130 çekdar hatin kuştin, 2 tank û gellek kelûpelên leşkerî û çekên giran hatin jinavbirin. + +Her wiha hat ragihandin ku di şerê han de 15 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan, li ser êrişên DAIŞê yên li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê got, eger DAIŞ îro Kobanî bigire dê sibê jî bixwaze Kerkûkê bigire. Karayilan, bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ";dorpêça li ser Rojava"; hilweşîne. + +Murad Karayilan têkildarî êrişên DAIŞê yên li hember Iraq û Kobanê ji Ronahî TV re axivî. + +Karayilan da xuyakirin ku pergala ku bi peymanên ";Sykes-Pîcot"; û ";Lozanê"; re xwe bi temamî bicih kir, êdî tê derbaskirin û guhertina vê êdî mecbûrî ye çimkî gelê kurd, êdî bi ziman, çand û dewlemendiya xwe wek vînekê dikare cihekî ji xwe re bibîne û derfetên wê îro ji her demê zêdetir in. + +Metirsiya DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê jî heye + +Karayilan, diyar kir ku piştî DAIŞ’ê Mûsil kir destê xwe gelekcebilxane,çekên giran bi dest xistine û got ku her çi qasî êrîşî Başûrê Kurdistanê nekiribe jî talûkeyek mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye. Karayilan wiha dewam kir, ";Vaye her roj di xeta Kerkûk de şer heye. Ma mirov dizane sibe dê êrîşî Şengal û dîsa deverên din ên Başûrê Kurdistanê nekin."; + +Divê xebatên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd dîsa dest pêbikin + +Karayilan di dewama axaftina xwe de got ku di pêvajoyeke wiha de yekitiya neteweyî ji her tiştî girîngtir e û ev bangawazî kir: ";Divê Êdî platformeke neteweyî ava bibe û em wek Kurdan li gor vê stratejiye tevbigerin."; + +Wî rayedarê PKKê girêdayî êrişên DAIŞê yên li Kobanê û pevçûnên ku didomin wiha got: ";Li Kobanê 4 roj in şerekî ciddî heye. Mixabin heya niha çapemeniya Kurd û derdorên Kurd eleqeya pêwîst nîşan nekirine. Dîsa hêzên global guhên xwe girtine. Lê li Kobanê, li rex sînorê Bakurê Kurdistanê, li ser Ava Firatê îro li hemberî gelê Kurd êrîşeke ciddî heye."; + +Eger Kobanî bigirin dê sibê jî bixwazin Kerkûkê bigirin + +Murad Karayilan, diyar kir ku ji ber ku Kobanê parçeyê herî biçûk ê Rojava ye ji ber wê li wir destpê dikin û wiha got: ";Ger ku îro Kobanê bigirin, wê sibe bixwazin Kerkûkê jî bigirin."; + +Karayilan da diyarkirin ku divê ji ber van hemû sedeman berxwedana lKobanê bi tenê neyê hîştin, divê hemû Rojava û Kurdistan xwedî li vê berxwedanê derkeve. + +Karayilan li ser van êrişên ku DAIŞ’ê li hemberî Kobanê pêş xistine, hişyariya komkujiyê da û ragihand, berpirsên vê komkujiyê jî Tirkiye, Amerîka û Erebistana Siûdî ne. + +Bang li Barzanî kir + +Endamê Serokatiya KCKê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ku dorpêça ku li ser Rojava heye, hilweşîne û wiha anî ziman: ";Bi taybet bangawaziya minji bo Serokê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Birêz Mesut Barzanî wiha ye: îro pirsgirêkên Rojava PYD û El Partî derbas kirine. Pirsgirêkên Rojava êdî pirsgirêkên neteweyî ne. Divê êdî li wir helwesteke neteweyî bê nîşandan. Ger sibe li Kobanê bi sedan an hezaran mirin çêbibin, wê wijdana me hemûyan pê biêşe. Ez bawer dikim ku wê wijdana we jî pê biêşe. Ji bo vê divê êdî ambargoya li ser Rojava bê rakirin. Divê êdî ev astengiya navbera Rojava-Başûr rabe. Êdî em xwedî li vî gelî derkevin. Divê hemû partî bibin yek û bi hev re bên rêvebirin. Tişta ji me tê xwestin xwedîderketina li vê berxwedana pîroz û binirx e."; + +Ji bo ereban Filistîn çi be ji bo kurdan jî Rojava ew e + +Li gorî Karayilan, parçeyê Kurdistanê yê herî biçûk Rojava ye lê dujmin dixwaze bi girtina wir encam bigire lewma ";ji bo ereban cihekî Filistînê heye, ji bo me kurdan jî cihekî wiha yê Rojava heye."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bersiva PKKê û Hevserokê KCKê Cemîl Bayik da û ragihand, ew tiştên ku PKK û Bayik dibêjin, hemû derew in. PDKê her wiha ji PKKê xwest, dest ji dijberiya Barzanî û PDKê berde. +PDKê îro di daxuyaniyekê de ku bi îmzeya Berdevkê Navenda Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê hatiye belavkirin, bersiva hinek nûçeyên vê dawiyê yên rojnameya Ozgur Gundem û ajansa ANFê, ku her du nêzîkî PKKê ne, da û ragihand, ew nûçe û agahiyên ku wan organên PKKê li dijî Barzanî û PDKê belav kirine wiqasî sivik, bênirx û vala ye ku mirov dide kenandin. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKKê îdia kiriye ku ";Barzanî ji bona lidarxistina civînekê li dijî Malikî çûye Ordunê, paşê Azad Berwarî (endamê polîtburoya PDKê) li wir bi aliyên sunnî, beisî û terorîstên DAIŞê û çend rêxistinên din ên terorîstî re rûniştiye û pilana êrişên DAIŞê li dijî Mûsil û deverên din hatiye danîn. Lê piştî ku Nûrî Malikî bi wê civînê hesiyaye lewma Îranê Ehmed Çelebî (serokê kongreya niştimanî ya Iraqê) şandiye ba Barzanî da ku wî razî bike û ji nav wê pilanê derbixe…"; +Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku PDK wê çîroka derewîn a PKKê û hevserokê KCKê Cemîl Bayik riswa dike û wiha hatiye ziman: ";Gelê Kurdistanê, Iraq û hemû herêm dizanin ku PKK bûyek beşek ji komploya li dijî Serok Barzanî û PDKê…"; +Di beşek din a bersiva PDKê de hatiye gotin ku PKK û Cemîl Bayik ji bona ku dujmin û neyarên Kurdistanê razî bikin vê yekê dikin û wiha hatiye pirsîn: ";Gelo hûn bi fermana kîjan saziya sîxoriyê dijberiya Barzanî û PDKê dikin, di demekî de ku Barzanî û PDK di vê demê de van erkên pîroz ên niştimanî didin meşandin?"; +PDKê têkez kiriye ku ew her dem li dijî terorîzimê bûne û ne niha ne jî di paşerojê de amade nîne digel ti hêzeke terorîstî û antîdemokratîk rûnê lewma qet bi grûpeke terorîstî mîna DAIŞê re nabe hevpeyman ku her roj endam û pêşmergeyên PDKê şehîd û birîndar dike. +Di dawiyê de PDKê ji rayedarên PKKê dixwaze dest ji siyaseta dijîtiya PDKê û derxistina astengan li pêşiya xebata rizgariya netewî û niştimanî ya Kurdistanê berdin û nehêlin ti kes û saziyeke sîxoriyê siyaseteke dijî kurd bi ser wan de bisepîne û xwe ji siyaseta têkdana yekrêziya gelê Kurdistanê û partiyên siyasî dûr bixin ji ber ku ev dê zirarek mezin bide wan. + +Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema şerê li derdora bajarokê Tileferê yê ser bi parêzgeha Mûsilê ku pirraniya xelkê wê turkmanên Şîe ne, hejmarek ji wan di rêya Şengal û Rebîe re xwe gihandin bajarê Hewlêrê. +Wezîrê vegûhestinê di hikumeta Iraqê de biryar da, ku koçberên Turkumanên Şîe li ser hisabê hikûmeta Iraqê bigînin Bexdad û parêzgehên başûrê Iraqê. +Ev nêzîkê sê rojin, ev koçber di nav balafirxaneya Hewlêrê de şev û rojên xwe derbas dike û li benda balafirên hikumeta Iraqê ne, ku rexne li xemsariya hikumetê dikin. +Roja pêçşema derbasbûyî, demjmêr 10 êvarî zêdetirî 280 koçberên Turkumanên Şîe di rêya abalfirxaneya Hewlêrê re çûn Bexdad, lî hîn zêdetirî 1000 koçber li benda balafirê ne, ji bo ku ew jî biçin deverên Başûrê Iraqê + +Kerkûk (Rûdaw)- Bombeyeke çandî bi karwana otombîlên polîsên bajarokê Pirdê li Kerkûkê teqiya û di encam de 10 polîs birîndar bûn. +Rêvebrê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Îro, Yekşemê, bombeyek li ser riya balafirxaneya Kerkûkê li nêzîk pira Huzêranê bi karwana otombîlên polîsên Pirdê û polîsên bajarok û gundewaran de teqî."; +Derbarê ziyanên mirovî yên ji encama vê teqînê ketine, Serhed Qadir da zanîn ku: ";Ji encama wê teqînê 10 polîsên bajarokê Pirdê birîndar bûn."; +Navborî diyar kir ku ew polîs ji karên xwe li eniyên şer vedigeriyan û bombe bi wan de teqiye, birîndarên teqînê jî bo nexweşcaneyê hatin şandin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên Rêxistina DAÎŞ li ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. +Di daxuyaniyekê de, Sekretariyeta Giştî ya ENKSê êrîşên ku bi hovane wesif kirin li dijî Herêma Kobanî û xelkê wê bi tundî şermezar kirin. +Di daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li hemû pêkhateyên Herêmê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û berevaniya gund û milkên xwe bikin û wan biparêzin. +ENKSê herwiha bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê kir ku xwe ji helwestên ku dibine sedema nakokî û aloziyan dûrbixe û geşûhewaya yekîtiya rêzên gelê kurd dabîn bike. +Di daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku ew ji bo hevkariyê amade ye daku Herêm û gelê Kurd bê parastin. + +Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li Opozisyona Sûriyê, aliyên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê, hêzên navdewletî û herêmî kir da ku bi erkên xwe ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşên DAÎŞê rabin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civînên Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê roja yekşemê, êvarê, li derdora bajarê Stenbolê yê Tirkiyê wê destpê bikin û her yek ji serokê nû, cîgirên wî, sekreterê giştî û endamên Desteya Siyasî yên Hevpeymaniyê bên hilbijartin. +Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniyê li ser lîsta kurdî, Selah Derwîş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku derbarê nûnertiya kurd di deszgeh û postên Hevpeymaniyê de ti guhertin tine ne û her yek ji Mihemed Xêr Bengo, Selah Derwîş û Ebdulhekîm Beşar wê di postên xwe de weke endamên Desteya Siyasî bimînin û ji nav wan jî Ebdulhekîm Beşar dê weke cîgirê Serokê Hevpeymaniyê bimîne. +Derwîş da zanîn ku li şûna serokê niha yê Hevpeymaniyê Ehmed Asî el-Cerba ku du wîlayetên xwe yên serokatiyê qedandine, her yek ji Muwefeq Nêrebiyê û Hadî el-Behra, serokê şanda opozisyonê di danûstandinên Cenêvê de, ku her du jî li ser lîsta kutleya Demokratîk a Cerba ne bebijar in. +Derbarê Helwesta kutleya kurd ji her du berbijarên navborî, Derwîş diyar kir ku ti cîwazî derbarê pirsa kurd di navbera her du berbijaran de tine ye û ji ber ku her du ji yek lîsteyê ne, kutleya Demokratîk dê yekekî ji wan weke berbijarê dawî destnîşan bike. +Derbarê beşdarbûn û berbijarkirina serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyaz Hicab, ku navê wî weke berbijar hatibû behskirin û paşê wî ragihandibû ku ew beşdarî civînên Desteya Giştî ya Hevpeymaniyê nabe, ango xwe ji bo serokatiya Hevpeymaniyê berbijar nake, Derwîş got ji ber ku Hicab endamê Desteya Giştî ye ewê li civînan beşdar bibe, lê ji ber ku sazan li ser serokatiya wî ji Hevpeymaniyê re nehatiye kirin ew xwe ji bo vê postê berbijar nake. +Her derbarê postên serkirdayetiya Hevpeymaniyê de, Derwîş diyar kir ku eger sazan di navbera kutleya Demokratîk û kutleya Mistefa Sebbax de hat kirin, wê Xalid Xoce ji kutleya Sebbax li şûna Bedir Camûs sekreterê Giştî yê niha yê Hevpeymaniyê bê hilbijartin. +Ji aliyê xwe ve, endamê Desteya Giştî ya Hevpeymaniyê, Nesir el-Herîrî, ku navê wî jî di nav berbijaran de tê behskirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku heta niha danûstandinên beriya lidarxistina civînan berdewam in û got ew bi hêvî ne ku sazanek damendane ku ne li ser hesabê ti aliyekî be li ser kesayetiyekê bê peydakirin. +Piştî danûstandinên Cenêvê bandor û têkariya opozisyona Sûriyê û bi taybetî Hevpeymaniya Niştimanî paşve vekişiyabû û li gor çavdêr û şopînerên rewşa Sûriyê eger Hevpeymanî di van civînên xwe de çareseriyên guncav ji bo pirsgirêkên xwe berdest neke, dibe ku ne tenê rola wê lê hebûna wê bi xwe jî di jêr metirsiyeke ceddî de be. + +Silêmanî (Rûdaw)- Şandeke bilind a Îranê gihişte bajarê Silêmaniyê û ligel berpirsên Tevgera Gorranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dicive. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Silêmaniyê ragihand ku şanda Îranê bi serokatiya balyozê wî welatî li Iraqê, Hesen Danayî Fer e û destpêka ku gihişte Silêmaniyê ligel Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa civiya. +Herwiha peyamnêrê me ragihand ku biryare piştî civîne ligel Newşîrwan Mistefa, şanda Îranê ligel berpirsên YNK jî bicive. + +Silêmanî (Rûdaw)- Kargirê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hakim Qadir Hemecan ragihand ku ew ligel Tevera Gorranê di civînê de ne bo diyarkirina kesekî bo posta parêzgerê Silêmaniyê. +Hakim Qadir Hemecan di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku hewlên diyarkirina parêzgarê Silêmaniyê berdewamin û niha bo vê mebestê ew di civînê de ne ligel Tevgera Gorranê. +Derbarê gotegotên ku dibêjin rêkeftin di navbera her du aliyan de çêbûye ku her du salan posta parêzgar di dest aliyekî de be, Hemecan red kir ku ti rêkeftinek bi vî awayî çêbûbe û got: ";Me behsa wê yekê nekiriye ku posta parêzgar du sal bi du sal bê birêvebirin."; +Îro, Yekşemê, berî nîvro jî şandeke Îranê bi serokatiya balyozê wî welatî li Iraqê Hesen Danayî Fer gihişte Silêmaniyê û ligel berpirsên YNK û Gorranê civiya. +Derbarê helwesta Îranê li himber pirsa diyarkirina parêzgarê Silêmaniyê ji aliyê YNK û Gorranê ve, Hemecan wiha got: ";Îran zorê li me nake bo diyarkirina kesekî bo posta parêzgar."; + +Kobanî (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn, ragihand ku li herêma Kobanî li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê operasyonên berfireh dane destpêkirin. +YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku liku duh êvarê li gundên Beyadiyê, Xerab Eto, Cideydê, Cubelferecê û bajarokê Şiyûx li rojavayê herêma Kobanî, operasyonên berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li dar xistine ku di ecama wan operasiyonan de gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin. +Herweha YPGê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku li gundên Yarqiyî, Bîrguno, Sûsik, Çelbê û Milûh Elgumer li rojhilatê herêma Kobanî jî li dijî DAIŞê operasiyon kirine û gellek ziyan gihandine wê rêxistinê. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanc ji operasiyonên li gundên rojava û rojhilatê herêma Kobanî, dagîrkirina wan gundan nîne, lê belê ji bo paqijkirina wan gundan ji terora DAIŞê ye. + +Li gorî daxuyaniyê, di şer û operasyonên duh de tenê şervanekî YPGê şehîd bûye. +YPGê duh jî bîlançoya şerê Kobanî ragihandibû ku li gorî wê, di nav 4 rojan de herî kêm 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin her wiha 15 şervanên YPGê şehîd bûne. + + +Şirnex (Rûdaw) - Şeva 28ê Kanûna 2011ê 34 Kurdên ji gundên Roboskî û Bujehê yên girêdayî Qilabana Şirnexê, bi hinceta ku di nava wan de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî hene, rastî êrişeke firokeyên şer yên Tirkiyê hatin û di encama bombebarana firokeyên Tirk de wan jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 19 zarok jî hebûn. + +Heta niha ti kes ji ber wê kuştarê nehatiye cezakirin. Dozgeriya Leşkerî di 7ê Çileya 2014ê de biryara "neşopandinê" dabû. Malbatên kuştiyan li dijî vê biryarê îtîraz kirine. Dozgeriya Leşkerî hefteya borî ev îtîraza malbatan jî red kir. Piştî vê yekê malbatan biryar dan ku dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME). + +Serokê komeleya Roboskiyê, Velî Encu, ku bi xwe jî di komkujiyê de birayê xwe yê 16 salî û 11 xizmên xwe winda kirin, ji Rûdawê re wiha got: ";Dewlet helwesta xwe naguhere, lê di cezanekirina berpirsyaran de berdewam e. Ji ber vê tenê çareyek maye: Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê."; Herwiha heta niha dewletê lêborîn jî nexwestiye, lê xwest tazmînatê bide van malbatan. Ev ji aliyê malbatên kuştiyan ve nehat qebûlkirin. + +Felek Encu kurê xwe yê 13 salî di komkujiyê de winda kir.Navê wî Erkan bûye û ew biçûktirîn qurbanî bûye. Ji Rûdawê re Felek nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Em pere naxwazin. Em cezakirina berpirsyaran dixwazin. Nikarin me bi pere bêdeng bikin." + +Li gorî Welat Zeydanlioglu, edîtorê kovara Kurdiş Studies li Swêdê, sedema çaresernebûna doza Roboskiyê ev e ku ";kujer ji aliyê dewlet ve baş tê naskirin";. ";Kes nehate cezakirin, ji ber ku dewlet li du wan qet nagere";, wî got. + +Umut Ozkirimli, profesor di Navenda Beşa Rojhilata Navîn de li Zanîngeha Lunda ya Swêdê, hevfikir e: ";Dewleta Tirk li dû ti kesî qet nagere. Bêguman dewlet baş dizane di şeva bûyerê de çi bû";. + +Li gorî wî, Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirk (MÎT) xeber da ku yek ji serokên leşkerî yên PKKê Bahoz Erdal (Fehman Husên) di nava komeke nêzikî Roboskî de ye û artêşê ji ber vê êriş kir ";lê niha bi zanebûnê kirin an xete bûye em nikarin vê yekê zanibin";. + +Amed (Rûdaw) – Komîteya amadekar a sêyemîn kongreya BDPê ragihand, di kongreyê de navê partiyê dê were guhertin û dê bibe Partiya Demokrasiyê ya Herêman ku bi tirkî dîsa dibe BDP. + +Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dê roja 11ê Tîrmeha îsal sêyemîn kongreya xwe li Enqerê li dar bixe. + +Li ser amadekariyên kongreyê, endamê komîteya amadekar a kongreyê Kamuran Yûksek îro li Amedê civînek rojnamevaniyê li dar xist û agahî da rojnamevanan. + +Kamuran Yûksek, diyar kir ku wan li ser navê BDPê yê nû gotûbêj kirine û gihîştine wê biryarê ku navê nû yê BDPê wiha be: Partiya Demokrasiyê ya Herêman (Bolgelerin Demokrasi Partisi-BDP). + +Yûksek, anî ziman, ji ber ku BDP stratejiyeke pêkanîna xweseriya demokratîk li herêman dişopîne navê wê yê nû bûye partiya demokrasî ya herêman û got, BDP dê him civakê zana bike û perwerde bike him jî kadroyên sîstema xweseriya demokratîk perwerde bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, her bihusteke xaka Kurdistanê pîroz e û divê li hember êrişên dujmin were parastin. + +Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, li ser êrişên DAIŞê li dijî Rojavayê Kurdistanê her wiha bangewaziya Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan ragihand, helwesta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve eşkere ye û tekîd li ser parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê li wî beşê Kurdistanê kiriye. + +Dr. Omêd Sebah, wiha gotiye: ";Her bihusteke xaka Kurdistanê pîroz e û divê li hember êrişên dujmin were parastin."; + +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di beşek din a daxuyaniyê de ragihandiye, Herêma Kurdistanê ji destpêka kirîza Sûriyê ve piştgiriya mafên rewa yên gelê kurd kiriye û wiha aniye ziman: ";Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her dem hewl daye aliyên siyasî yên Rojava bike yek."; + +Dr. Omêd Sebah, ji hemû kurdên Rojava xwestiye li hember her êriş û tehdîdekî bibin yek çimkî tenê yekrêzî û biratî kurdan bihêz dike û serkeftinê tîne û wiha gotiye: ";Em dîsa ji xûşk û birayên xwe yên Rojava re dibêjin, çi lazim be û çi ji destê me were em amade ne bikin."; + +Endamê Serokatiya KCKê Murad Karayilan, duh bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû, ji bona şikandina êrişên DAIŞê li dijî Rojava bi taybet herêma Kobanî derpêça li ser Rojava rabike û alîkariya wan bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, Iraq perçe dibe û kurd jî pilana wê datîne ku ji Iraqê veqete û dengê gelê Kurdistanê jî ji hemû aliyên derve bibandortir e. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel rojnameya almanî ya bi navê Welt am Sonntagê de ku îro hatiye belavkirin, ragihandiye, Parlamentoya Kurdistanê mijûlî destnîşankirina roja lidarxistina referandomê ye ji bona ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê û gotiye, Amerîka ji vî karî nerazî nîne. + +Barzanî têkez li ser mafê serxwebûnê yê kurdan kiriye û li ser helwest û nêrînên welatên cînar ên Iraqê bi taybet Tirkiye li ser serxwebûna Kurdistanê gotiye, pêwendiyên me û Tirkiyê di nav 10 salên borî de gellekî geşe kirine û niha jî pêwendiyên me pir baş in ji ber wê jî em dikarin bêjin Tirkiye cînarê me yê baş e. Tirkiye ne li dijî ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê ye. + +Li ser helwesta Îranê jî Barzanî dibêje, nabe siyasetmedarên iraqî her gav hizra karîgeriyên welatên din li ser welêt bikin û ev mijar ji bona kurdan jî tiştekî rast e. + +Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevpeyvînê de dibêje, êdî kes nikare pêşiya perçebûna Iraqê bigire û wiha tîne ziman: ";Li vir nasnameya kurdî, sunnî, şîe û mesîhî heye lê nasnameya iraqî tine. Rewşa Iraqê niha ji ber DAIŞê û siyaseta hikûmeta Bexdayê di bin metirsiyê de ye."; + +Li gorî Barzanî, eger Nûrî Malikî dest ji serokwezîriyê berdaba îhtimala wê hebû ku rewşa Iraqê ji heşt salên borî baştir bibe. + +Derbarê alîkariyên Amerîka yên ji bo serxwebûna Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kiriye ku Amerîka di piratîkê de ti alîkariyekê nade wan lê dijî vê yekê jî nîne û daye zanîn, hinek siyasetmedarên Amerîka piştevaniya kurd dikin û hinek jî piştgirî nakin lê serxwebûna Kurdistanê mesela gelê Kurdistanê ye. + +Li ser qeder û rewşa perçeyên din ên Kurdistanê Barzanî gotiye, divê kurdên perçeyên din ên Kurdistanê bixwe li ser qedera xwe biryar bidin. + +Derheqê dema ragihandina serxwebûn de Barzanî dibêje, serxwebûn mafê rewa yê her milletekî ye û beriya ku em ragihînin emê raya gelê xwe bipirsin. + +Barzanî, her wiha behsa vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê jî kiriye û gotiye, ew alîgirê vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê nebû çimkî baweriya wî bi artêşa Iraqê nedihat ku welêt biparêze. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ragihand ku eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne ";bi tenê"; namîne. + +Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, êdî Iraq perçe dibe û şert û mercên serxwebina Başûrê Kurdistanê jî derketine holê. + +Lê tişta ku niha bûye rojeva gel û rayedarên kurd li Başûr, ew e ku eger dewleta kurdî hat ragihandin gelo dê di asta navdewletî de piştgirî lê were kirin yan na? + +Li ser vê pirsê, berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re got, em dibînin ku civaka navdewletî roj bi roj zêdetir nêzîkî gelê kurd dibe û rewşa me ya siyasî baştir fêm dikin. + +Felah Mistefa, diyar kir ku ti milletekî dema ragihandina dewleta xwe nekariye piştgiriya hemû welatên din misoger bike lê gellek welatên cîhanê bi eşkere piştevaniya xwe ji bo Kurdistanê nîşan didin. + +Li gorî Mistefa, eger kurd dewleta xwe ragihînin bi tenê namînin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Amerîka, Fransa, Îtaliya, Brîtanya, Tirkiye, Ordun, Kuwêyt û Îmarat bi rayedarên Kurdistanê re di nav têkiliyê de ne û ";rewş fêm dikin";. + +Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî jî ji Rûdawê re got, li gorî qanûnên navdewletî her milletekî ku bixwaze serxwebûna ragihînin divê welatên din piştgirî bikin. + +Amed (Rûdaw) - Konferansa bi navê "Li Rojhilata Navîn sînor, rejîm, Kurdistan û tehayûlên siberojê" li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî du rojan qediya. + +Konferans bi beşdariya gellek lêkolîner, akademîsyen, nivîskar û siyasetmedaran bi pêşniyar û nîqaşanbi mijara ragihandina serxwebûna Kurdistanê û bandorên wê yên herêmî û navnetewî birêveçû. + +Tevahiya beşdaran di wê baweriyê de ne ku êdî kurd di rojhilata navîn de aktoreke girîngin û mafê wan heye biryara çarenûsa xwe bidin. + +Mamostayê beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Sofya ya Bulgarîstanê Yaşar Abdûlselamoglû, li ser konferansê ji Rûdawê re got, ragihandina serxwebûna Kurdistanê ne tenê li nav kurdan di heman demê de di nava qada navnetewî de jî mijareke rojevê ye û êdî dewlet polîtîkayên xwe yên derve de vê hêmanê jî berçav digirin. + +Mamostayê Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê Ebbas Welî jî li ser konferansê got,rewşenbîr di wê baweriyê de ne ku rewşa ku îro Iraq û Kurdistan tê de ye kurdan mecbûr dike ku pergaleke nû bifikirin û ji her demî gelektir jî nêzîkê serxwebûnê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku dê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di çarçoveya 24 demjimêran de navê serokomarê nû yê Iraqê aşkere bike. +Roja 05.07.2014 Serokê Herêma Kurdistanê ligel her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya. +Sekreterê polîtburoya PDK, Fadil Mîranî behsa hin ji acindeyên civîna Barzanî ligel aliyên siyasî kir û ragihand ku di civînê de behsa posta serokomar û Nûrî Malikî hat kirin. +Fadil Mîranî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Her pênc alî li ser nemana Malikî û danîna kesekî din ji nav Şîe bo posta serokwezîr, yek deng bûn, ti aliyekî jî helwest berovajî vê yek neda."; +Herwiha Mîranî da zanîn ku Barzanî aşkere kir ku dê posta serokomarê Iraqê bo çi aliyekî be û wiha berdewam kir: ";Biryare di çarçoveya 24 demjimêrên bê de Barzanî navê wî aliyê Kurd aşkere bike ku dê posta serokomar werbigire."; +Herwiha Mîranî ragihand ku ew dibîne dê carek din posta serokomarê Iraqê ji pişka YNK be. + +Heta niha jî di nav YNK de her yek ji Berhem Salih, Necmedîn Kerîm û Fûad Meshûm kandîdin bo posat serokomarê Iraqê, lê YNK di nava xwe de rînekeftiye li ser navê yek kandîdî bo posta navborî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Duşemê, Parlamentoya Kurdistanê dest bi civîna xwe kir bo gotûbêj kirina çend babetên di rojevê de, ji wan jî krîza benzînê ya ku ev demeke li Herêma Kurdistanê peyda bûye. +Di civînê de dê pirsa proje yasaya komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û pirsa encamdana referandomê jî encam bidin. +Roja 03.07.2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û di gotarekê de daxwaz ji parlamenteran kir ku rojekê bo encamdana referandomê li Herêma Kurdistanê diyar bikin, herwiha daxwaz ji wan kir ku lezê bikin di pejirandina proje yasaya komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê. +Herwiha dê parlamenter mijara krîza benzînê ku ev demek li Herêma Kurdistanê peyda bûye gotûbêj bikin û bo vê mebestê jî dê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî li Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî li ser daxwaza çenda parlamenteran di civîna parlamentoyê de amade be. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Yasadananê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê wê projeya yasaya xizmeta leşkeriya neçar gotûbêj bike. +Berdevkê Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê ragihand ku projeya xizmeta leşkeriya neçar amade ye û dê nêzîk ji bo Dîwana Encûmena Yasadananê bê radestkirin. +Derbarê vê gavê de Endamê Sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev gaveke yekalî û şaş e. +Biro diyar kir ku yek ji sedemên valakirina Herêmên Kurdî gav û biryarên yekalî yê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ye û tekez kir ku eger ev projeya xizmeta leşkeriya neçar herê serî û hejmareke mezintir ji ciwanên kurd herêmên xwe bicî bihêlin ji ber ku ev yek û tersî baweriyên wan be. +Biro herwiha diyar kir ku eger pêwîstiya vê gavê hebe divê di riya her du Encûmenên kurd re be daku yekrêziya gelê kurd bê dabînkirin û wê demê ne tenê ciwanên kurd ên li hundir lê heya yên li derve jî wê vegerin û berevaniyê li xak û gelê xwe bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resûl Elî bi pêwsît da zanîn ku bo her gaveke ber bi serxwebûna Kurdistanê ve pêwîste rewşa naçeyê li ber çav bê girtin. +Kosret Resûl Elî ku hevdem cîgirê yekem ê serkreterê gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye derbarê encamdana referandomê û gavên serkirdatiya Kurd bo serxwebûnê ji ajansa Reutersê re ragihand ku: ";Hemû xelkê Kurdistanê piştgiriya dewleta Kurdî dikin, lê pêwîste serkirdatiya Kurd wê yek li ber çav bigire bê ka dem gunca ye yan na."; +Kosret Resûl dibîne ku eger rewşa siyasî ya niha nebaş be, pêwsîte ew pirs bê paşxistin û dibêje: ";Eger wiha nebe ew serkêşiyeke xirabe."; +Herwiha Rutersê nêrîna dîplomatekî biyanî jî li ser vê pirsa han belav kiriye, bêy ku navê wî aşkere bike, ew diplomat dibêje ku Kurd niha di pêgeheke gelek baş de ne ";Lê dibe ku ziyanên çûna wan ber bi serxwebûnê ve ji destkeftan zêdetri be."; +Niha pirsa ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûye babetek siyasî gerim li navçe û cîhanê û ketiya rojeva medyaya cîhanî de, bi taybet piştî ku Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku rê û şûnên taybet bigire ber bo encamdana referandomê û rojekê jî bo encamdana referandomê diyar bike. + +ئینترۆ : 24 كوردێن ئێزیدی كه ل ژێر دهستێن چهكدارێن داعش هاتنه ئێخسیركرن چیرۆكا گرتنا خوه ژ رووداو را دبێژن كه ژبلی ئهشكهنجهدانێ وزۆرداریا دیتین ئهو 24 سهرباز وپاسهوانێن لهشكهرێ عیراقێ بوون وبهرامبهر 132000 مهلیۆنهك وسێ سهد وبیست ههزار دۆلار هاتنه ئازادكرن +ل رۆژا 12ی حوزیرانێ وپشتی ڤهگهریانا وان ژ قهزا قایم كه پاسهوان وسهربازبوون وبارهگایێن خوه ب جیه هشتین ژمارهیهك ژوان ڤهگهریانه شنگال وژمارهیهكا دی كهتنا ژێر دهستێن چهكدارێن داعش . +ز. ح .خ : ئازادكری " ئهم گهلهك گرتن نیزیك چل كهسی تایبهت ئێزیدی ویێن موسلمان هندهك گرتن وهنهكێن دی ئازادكرن هندهك برن بۆ سوریا وهندهك كوشتن وتهرمێن گهلهكان ل سوریا مان وئێڤارا دویێ عهفۆ بۆ موسلمان هات وئهم 24 یێن ئێزیدی مان " . +ئهو 24 چوار سهرباز وپاسهوانێن كوردێن ئێزیدی ل ژێر ئهشكهنجهدانێ خواست ب مرنا خوه دكرن لێ ههر ئێك بهرامبهر كوژمهكی پارا یێ مهزن ئازادبوون پشتی داگهها شهرعی یا داعش حوكمێ خوه ب سهر وان دا سهپاندی +م. د .ع : سهربازهكی ئازادكری " گهلهك تهعدایی ل مه دكرن وههچ كهسێ دهات و ب تفنگا ل سهرێ مه ددان وئهم ب سهر ئێك دا ئێخستن وگهلهك تهعدایی ل مه دكرن ودگۆتن یان هوون ب دینێ خۆ غهلهتیێ بكهن " +ل ور ژی كورمێ دارێ ژ ههمان دارێ بوو وژ شونا كه ل خوهدی زمانێ خوه دهركهڤن تهعدایا ههره زۆر ژ بن دهسێن وان بوو +ز. ح . خ " ژگهلهك دهولهتان ب وان را ههبوون ویهك ب زمانێ مه دئاخڤی وكوردبوو لێ حاشای مهسعود بارزانی وی ناڤێ سهرۆك ل سهر پۆستالا خو دانیبوو ودهستێن مه كهلهبچه كربوون وپۆستال ئانی بهر دهڤێ من گوتی ئهڤ ناڤێ كێیه من گۆتێ ئهڤ ناڤێ تاجا سهرێ تهیه وژ لیدانا وی من نه زانی ئهز ل كوربووم +ئهو سهربازێن ئازاد كری بهحسا باشیا هندهكان دكن كه چهكدارێن داعش بوون لێ ئهو ههژاربوون وههری كێم 50 ههزار دۆلار بهرامبهر ئازادیا خوه دان ودهینداری وی پارهیینه +م .د.ع " یهك ههبوو پێ دگۆتن ئهبو سهدام گهلهك باش بوون پشتی ئهم هاتینه هۆلێ گهلهك قهدرێ مه دگرت لێ 60 ههزار دۆلار ژ من برن وخهلكێ پاره دان وئهز دهیندارێ وی كوژمێ پارامه وئهز ههژارم " +رووداو یهكهم دهزگههێ راگههاندنێ یه كه چیرۆكا گرتنا وان ل سهر زارێن وان ڤهدگوهیزێ لێ خواستا وان ئهو بوو سهروچاڤ وناڤێن وان ئاشكرا نهبن +ئه و ئازادكرنا خوه ب وێ چهندێ ل ناڤ دبن كه ژ مرنهكا راست ودروست ڤهگهریانا دونایی + + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokê HDPê û kandîdê hilbijartina serokomarî li Tirkiyê Salahedîn Demîrtaş ragihand ku, ew ne ji bo hesreta kursiyê serokomariyê xwe kandîd kiriye lê belê ";Tenê ji bo ku bêhtir xizmet bike"; ketiye nav rikberiya hilbijartinê. +Demîrtaş li ser vexwendina şaredariya Mêrdîn ji bo fitara rojiyê çû Mêrdînê û piştî fitarê axaftinek kir û got ku li pêş wî du kandîdên serokomariyê tine ne, yek kandîde , ew jî kesên dewletparêzin, û li gor wan dewlet mina bavane, carna wê ji mirovan hezbike û carna wê lêbixîne, lê li gor wî dewlet xizmetkar, tenê ji bo ku xizmeta gelan bike heye. +Salahedîn Demîrtaş diyar kir ku, bajarê Mêrdînê mînaka bihevrejiyanbûna gelane, mînaka aştiya di nav pêkheteyane, ew dikare bibe modelekî ji bo hemû rojhilata navîn. +Hevserokê HDPê û kandîdê serokomariyê Demîrtaş da zanîn ku, serokê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî dibêje, namzediya Demîrtaş ne rewaye,û wan ji bo ku vê namzediyê betal bikin serî li dadwerî û dozgeriyê dane, ji ber wê ew li benda helwesta Ekmeledîn Îhsanoglu ka dê li hember wê gotinê rawest yan bê deng bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Difnê yê girêdayî Heskîfê li Bakurê Kurdistanê ku weke Hesenkêfê jî tê naskirin wê temamê şekeftên kevnar, bi projeyeke nû, bikin hotêl û têxin xizmeta geştiyaran de. +Qeymeqamiya Heskîfê, bi armanca sûd wergirtina ji şikeftên ku hene dest bi projeya şikeftotêlan dike. +Qeymeqamê Heskîfê di civîna danasîna projeyê de dibêje, ewê li deverê gundên ekolojîk ava bikin û şikeftên ku berê xelkê deverê ji xwe re weke mal bikar dianîn wê bikin otêl û têxin xizmeta geştyarên ku têne Heskîfê. +Tê gotin ku wê xaniyên kevirî yên wê deverê jî bêne nûkirin û weke gundên ekolojîk werin bikar anîn. +Wê hejîr û tiriyê deverê yê navdar jî li van gundan were berhemdan û ji bo meşê jî wê riyên taybet li kêleka çemê gund bêne çêkirin. +Li gora ku qeymeqam dibêje, heger geştyar bixwazin wê karibin, li otêla xwe xwarina xwe ji sebzeyên gund yê xwezayî amade bikin. +Wê li projeya gundên ekolojîk û şikeftên otêl 3 milyon Lîreyên Tirk werin xerckirin û tê hêvîkirin ku di nava 2 salan de xelas bibe. +Li gundê Difnê yê girêdayî Heskîfê, 200 şikeft hene. + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Endamê Konseya Rêveber ya KCKê, Sabrî Ok dragihand ku, Ocalan pêşniyara navê Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ji bo BDPê kiribû. +Endamê Konseya Rêveber ya KCKê Sabrî Ok, bal kişand ser kongreya BDPê ku tê hêvîkirin xwe wekî partiya herêmî bi rêxistin bike û diyar kir ku pêwîst e BDPê di avakirina Xweseriya Demokratîk û afirandina kadroyan de roleke sereke bilîze. +Ok di hevdîtinekê ligel medya nîzîkî PKKê de destnîşan kir ku, BDP ku nûnertiya kevneşopiya 25 salan dike, tê hêvîkirin ku di kongreya xwe ya yazdehê Tîrmehê de hem navê xwe, hem jî modela rêxistina xwe biguherîne. +Ok anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû navê BDPêbê guhartin û li dewsa wê bibe Partiya Herêmên Demokratîk (PHDê). +Wek tê zanîn partiya Aşitî û Demokrasî BDPê piştî ku hemû perlementerên wê tevlî partiya Demokratîka Gelan HDPê bû, wê li yazdehê Têrmehê kongireya xwe lidar bixe û navê xwe biguhere. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, ji ber ku hewlên kurdan ji bo pevrejiyana bi Iraqê re serkeftî nebûye lewma biryar dan referandomê bikin û serxwebûnê ragihînin û wiha got: ";Ev jî di cih û dema xwe de ye";. Barzanî her wiha ji kurdên Bakûrê Kurdistanê xwest, siyasetek realist bidin pêşiya xwe. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmama Hewlêrê bi Serokê PDK-Bakûr, Sertac Bûcak û şanda pê re civiya. + +Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de Barzanî gotiye ku ew ji pêşketin û vebûna li Tirkiyê kêfxweş e, gelê kurd li wî beşê Kurdistanê jî divê siyasetek realist û aqilane bidin pêşiya xwe û piştgiriya wan gavan bikin ku dikevin xizmeta berjewendiyên gelê kurd. + +Li gorî nûçeyê, di beşek din a hevdîtinê de bûyerên vê dawiyê yên Iraqê û mijara serxwebûna Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin. Barzanî jî li ser vê mijarê gotiye, ji ber arîşe û siyaseta xelet ti derfetek ji bo şîe û sunniyên liberal nemaye û pirsgirêk roj bi roj kûrtir dibin. + +Barzanî her wiha ragihandiye ku kurdan di heyama 10 salên borî de hemû rêbaz ceribandin da ku bikarin bi Iraqê re bijîn lê ev yek biser neket, sedemên vê jî rayedarên Bexdayê û despotîzma wan bû. + +Serokê Herêma Kurdistanê behsa lidarxistina referandomê li Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî kir û got, biryara referandom û serxwebûnê biryarek di cih û dema xwe de ye. + +Mesûd Barzanî, li ser mafên pêkhateyên ji xeynî kurd ên Kerkûkê jî got, em hurmeta îradeya pêkhateyên Kerkûkê digirin û emê li gorî dilê wan kar bikin û emê hewl bidin Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê li herêm û cîhanê de. + +Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Pêwendiyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) nûçeyeke beşa erebî ya televîzyona BBC li ser rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi derew derxist û ragihand, BBC bi vê yekê zirarê li bêalîbûna xwe dide. +Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCKê, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku beşa erebî ya televîzyona BBC, roja 5ê Hezîrana îsal nûçeyek belav kiribû û ragihandibû, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan gotiye, eger li Başûrê Kurdistanê dewletek serbixwe were avakirin ew dê piştgirî bike. +Li gorî daxuyaniya KCKê, ew nûçeya BBC rast nîne û ti têkiliya wê xeberê ji Ocalan re tine û belavkirina nûçeyên wiha dibin sedema lawazbûna biratî û aştiyê li Rojhilata Navîn çimkî ";her gotinek rêberê me û tevgera me di herêmê de ciddî tê dîtin";. +Di daxuyaniyê de hat gotin ku belavkirina nûçeyên wiha ji aliyê BBC ve bêalîbûna BBC lawaz dike. + + +Kobanî (Rûdaw) – Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnên YPG û DAIŞê de ";herî kêm 45"; çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê jî şehîd bûn. +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, ragihand ku şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê li başûrê Kobanî didome. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, duh êvarê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Kuneftarê li başûrê herêma Kobanî kirin û YPGê jî bersiva DAIŞê da. +YPGê ragihand ku di şerê duh êvarê de herî kêm 45 çekdar hatin kuştin. +Li gorî ku navenda ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re got, DAIŞê ji gundê Ceidê êrişî gundê Kuneftarê kir, lê YPGê kemînek ji DAIŞê re li derdora gundên Ceidê û Aşmê û Kuneftarê danî û di encamê de DAIŞ di wê êrîşê de şikest û gellek ji çekdarên wê hatin kuştin û birîndar bûn û yên mayî jî bi şûnde vekşiyabûn û cebilxaneya ku DAIŞê li şûna xwe hîştibû, YPGê ew bidest xist. +Herweha YPGê bi rengekî fermî ragihand ku 2 şervanên wê di şerê gundê Kuneftarê de li başûrê herêma Kobanî şehîd bûne û şervanek jî sivik biîndar bûye. +Duh li li rojavayê herêma Kobanî û li gundê Xerab Eto jî, di encama teqîna bombeyeke di erdê de çandî bi çekdarên DAIŞê de, ku YPGê ew di navbera gundên Xerab Eto û Zormixarê de çandibû, erebeyeke DAIŞê hatibû teqandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, diyar kir ku Îran serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl nake û dê li dijî wê komployê çêbike. +Sekreterê PDKÎyê Mistefa Hicrî, li ser helwesta Îranê li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, komara îslamî ya Îranê ji destpêka damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heta niha hewla lawazkirina wê daye û çi ji destê wê hatiye li dijî hikûmetê kiriye. +Mistefa Hicrî, diyar kir, ji ber wê jî eger Başûrê Kurdistanê niha serxwebûna ragihîne Îran dê zêdetir li dijî wê bisekine û komployên zêdetir li dijî dewleta kurdî çêbike. +Li gorî Hicrî, Îran ti carî serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl nake û heta baweriya wî welatî bi kurd û gelên din jî tine. + +Şirnex (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê, 10 girtiyên doza KCKê hatin berdan. +Nehemîn Daîreya Cezayê ya Dadweriya Tirkiyê biryara berdana 10 girtiyên KCKê yên ku li bajarê Şirnexê bi tohmeta endamtiya KCKê hatibûn girtin, da. +Di doza KCKê ya Şirnexê de 55 kes tên darizandin ku 37 jê girtî bûn, bi vê biryara dadgehê 27 girtî man. +Li gorî DÎHAyê, dadgeh dê roja 9ê Tîrmeha îsal jî li ser rewşa girtiyên din biryar bide. +Hat zanîn, sedema û şiroveya biryara berdana 10 girtiyan jî dê roja 9ê vê mehê were ragihandin. + + + Amed (Rûdaw) - Akademîsyenên kurd ku ji bo konferanseke Kurdistanî hatibûn Amedê gotinên siyasetmedar Hatîp Dîcle ên derbarê Kerkûk û amadekariyên îlankirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bi tundî rexne kirin. +Akademîsyenan berevajî Dîcle aşkera kirin ku Kerkûk ";Qudsa"; Kurdistanê ye û dem jî dema serxwebûnê ye. +Mamostayê Zanîngeha Mûşê ya Alparslanê Doç. Dr. Abdullah Kiran, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Ez vê beyanatê gellekî bêsûd dibînim. Xwezî Hatîp Dîcle ku wekî kurdekî 15 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye, tiştên wiha negota. Ev gellek tiştên eletewş in. Serxwebûna Kurdistanê firsendeke tarîxî û dîrokî ye. Divê pêşiyê wekî Serok Barzanî kifş kiriye, referandomê çêkin û piştî referandomê bêguman divê serxwebûna xwe îlan bikin. + + Akademîsyenan axaftinên Hatîp Dîcle ku netewe-dewletê û dewletbûnê qebûl nake, bêbingeh û ji rastiyê dûr nirxandin û diyar kirin weke her milletekî mafê kurdan ê çarenûsê jî rewa ye… + + + +Qamişlo (Rûdaw) -Partiyên kurd yên Rojavayê Kurdistanê yên ku di nava Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ne, piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin û vê yekê mafê gelê kurd li Başûr dibînin. + +Ev çend roj in pirsa avakirna dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê di medyaya kurdî û cîhanê de gotûbêjkirin. Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê jî vê yekê ji nêzîk ve dişopînin. + +Piştî êrişê rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê li ser Iraq û gefên wê li ser Başûrê Kurdistnê, artêşa Iraqê qelsbûn tê de çêbû û ji gellek bajaran vekişiya û hêzên Pêşmerge ew valahiya han tijî kirin... + + +Heleb (Rûdaw) - Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûriyê, ku mezintirîn grûpa Opozisyonê ye û ji bal welatên Rojava û piraniya welatên Erebî ve weke nûnerê gelê Sûriyê tê naskirin ragihand ku bajarê Helebê li Bakurê Sûriyê ku duyemîn bajarê mezin yê Sûriyê ye û weke paytexta aborî ya Welêt tê naskirin ji bal hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin. + +Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyonê herwiha diyar kir ku piştî hêzên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê kontrol kirin, niha hêzên rejîma Sûriyê xwe ji bo êrîşê li ser bajarê Helebê amade dikin. + +Di daxuyaniyekê de ku di malpera fermî ya Hevpeymaniyê de hatiye belavkirin, berdevkê fermî yê Hevpeymaniyê Luey el-Safî got hesengiyek û hevkariyeke zelal û diyar di navbera artêşa Esed û hevalbenda wiya DAÎŞ de heye û her du alî bi şêweyekî hevdem hewil didin ku deverên rizgaerkirî kontrol bikin. + +El-Safî herwiha got rewşa leşkerî ya opozisyonê di derakeke gellekî zehmet de ye û dorpêçkirina bajarê Helebê bûye rastiyek berçav. + +Derbarê sedemên paşvekişîna hêzên opozisyonê, el-Safî ev yek li neceddiyeta civaka Navdewletî û grûpa dostên Sûriyê û xemsariya derbarê piştgiriya şoreşa Sûriyê vegerand û diyar kir ku heta niha Amerîka qedexe dike ku çekên pêşketî bighêjin Artêşa Azad da ku bi gotina wî li hember terora Esed û rêxistinên tundrew rawestin. + +Ev daxuyaniyên berdevkê Hevpeymaniyê piştî demekê ne ku Hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên wê pêşketinên berçav li bakurê rojhilatê Helebê û bi taybetî li devera pîşesaziyê li Şêx Necar bidest xistine û piraniya riyên girêdana bajarê Helebê û gundewarên wê yên di jêr kontrola opozisyonê de qut kirine. + +Piştî ku hêzên Rêxistina DAÎŞê li parêzgeha Dêrezorê pêşketinên mezin bidest xistin û hêzên rejîma Sûriyê jî li deverên bakurê Helebê pêşketin, serokê Desteya Erkanên Artêşa Azad General Ebdulîlah el-Beşîr bangek araste kiribû û hoşdarî ji kareseteke mezin dabû. + +Hêzên Opozisyona Sûriyê taxên rojhilat û hin taxên bakur ên bajarê Helebê kontrol dikin û eger hêzên rejîma Sûriyê bajarê pîşesaziyê li Şêx Neçar, Dibistana hêzên peyade û kampa Hindarat bi tevahî kontrol kirin, wê riya sereke ya gihandina alîkariyan û girêdana van taxan bi bakurê Helebê ve tê qutkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî guhdarî şîret û hişyariyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nekir û got, rewşa ku niha li Iraqê derketiye holê ji ber siyaseta xweserane ya Malikî ye. +Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, îro li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Romaniya li Hewlêrê Mîhatiya Ênî kir. +Fazil Mîranî di civînê de diyar kir ku kirîza ku niha li Iraqê heye ji ber wê ye ku Destûra Iraqê nehatiye cîbicîkirin û welat ji aliyê kesekî tenê ve û bêyî beşdariya aliyên din hatiye birêvebirin. +Mîranî, eşkere kir ku Barzanî gellek caran Malikî û Bexda li ser derketina rewşa niha hişyar û şîret kiriye lê gotinên Barzanî nehatine guhdarkirin lê divê niha şêwaza siyasetê were guhertin û hemû aliyek beşdarî vê yekê bibin. +Sekreterê Polîtburoya PDKê destnîşan kir ku ev çendîn sal e gelê kurd xebata azadiyê û avakirina sîtemek demokratîk li Iraqê dike û hewl dide hemû gelên Iraqê tê de beşdar bibin û ti kes neyê piştguhxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ragihand ku rêveberiya deriyê Sêmalka nehişt ku sekreterê wan Îbrahîm Biro ji Başûr vegere Rojavayê Kurdistanê. + +Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî di daxuyaniyekê de got ku ";rêveberiya deriyê Sêmalka nehişt ku sekreterê partiya wan Îbrahîm Biro duh vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";rêveberê deriyê Sêmalka ji Îbrahîm Biro re gotiye ku fermandariya asayişê li kantona Cizîrê ya girêdayî PYDê biryar daye ku nabe sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî diyar kir ku ev biryarên wiha ";hewldaneke ji bo ferzkirina acendeyên ku xizmeta doza kurdî nakin û armanc jê ewe ku navçeya kurdî ji her dengekî dijberê binpêkirinên ku çêdibin vala bike";. + +Di dawiya daxuyaniuya de, Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî tevî ku ew biryar bi tundî şermezar kir, ragihand ku ewê ";xebata xwe ya li dijî rejîmê berdewam bikin";. + +Îbrahîm Biro berî nêzîkî mehekê ji Rojavayê Kurdistanê derketibû û li Spanyayê tevlî ";Konferansa Qurtubayê"; bubû. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Serokê şanda danûstandinkar a YNKê ji bo yekalîkirina posta walî û serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê red kir ku wan ligel Gorran qala wê yekê kiribin ku wan her du postan du sal bi du salan di navbera xwe de parve bikin. + +Berî yekem civîna encûmena nû ya parêzgeha Silêmaniyê, şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî cuda ligel her yek ji Gorran û YNKê li Silêmaniyê civiya. Şanda Îranê ji balyozê Îranê li Bexdayê Hesen Danayîfer, konsulê Îranê li Silêmaniyê Axayê Nezerî, nûnerê Qasim Sulêmanî û çend berpirsên wezareta navxwe ya Îranê pêkhatibû. + +Li gor zanyariyên Tora Medyayî Rûdawê di civîna wan bi YNKê re, şanda Îranê YNKê piştrast kiriye ku dê piştevaniya wê bike ji bo destnîşankirina her namzedekî ji bo wergirtina posta serokê encûmenê yan waliyê Silêmaniyê. + +Lê endamê polîtburoya YNK û serokê şanda danûstandinkar a YNKê Qadir Hemecan got ";Ti welatekî cîran fişarê li YNK nake";. Lê wî di heman demê de diyar kir ku YNK ";Spasiya her aliyekî dike ku hevkariya wê bike ji bo lihevkirina ligel Goran li ser postan";. + +Rûdawê zanyarî bi dest xistine ku şanda Îranê serdana berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa kiriye û jê re ragihandine ku Îran qebûl nake Gorran ligel partiyên piçûk hevpeymantiyê bike û ";divê ligel YNK bigihin lihevkirinekê";. Herwiha ";pêşniyar kirin ku posta waliyê Silêmaniyê ji YNKê re be."; + +Berî nîvroya roja 06.07.2014 jî careke din şanda Îranê serdana baregeha Gorran li Silêmaniyê kir û bi wan re civiyan. Dû re ji bo cara duyem YNK û Gorran civiyan. + +Mîna Awekeleyî ku endam e di encûmena parêzgeha Silêmaniyê de li ser frakisyona PDKê dibêje eger roja sêşemê 08.07.2014 serokê encûmenê û cîgirê wî neyên diyarkirin ";Dirêjkirina her demeke din ji bo destnîşankirina serok û cîgirê encûmenê karekî ne yasayî ye. Roja sêşemê piştî diyarkirina serok û cîgirê serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê, ji hêla endamên encûmenê ve dikare deng bi namzedekî bê dayîn da ku bibe waliyê Silêmaniyê. Heke na 15 roj tên dan ji bo aliyên siyasî da li hev bikin li ser destnîşankirina kesekî ji bo posta waliyê Silêmaniyê";. + +Du partiyên îslamî yên Kurdistanê (Komel û Yekgirtû) di 4 salên borî de hevpeymanên Gorran bûn. Wan bi hev re çend bername û pakêt ji bo reformê pêşkêşî hikûmetê kirin. Lê ne xuya ye hevpeymanên duhî mabin û naxwazin di navbera Gorran û YNK de bi awayekî aşkere aliyekî hilbijêrin. + +Endamê polîtbîroya Komela Îslamî Dara Mihemed got ";Berî du heftiyan dengê me û Yekgirtûya Îslamî li milê dengê Gorran bû, lê niha na. Em peyameke nû didin YNK û Gorran û ji wan re dibêjin hûn bi xwe li hev bikin û em dê piştevaniya lihevkirina we bikin";. + +Encama serdana şanda Îranê ji bo Silêmaniyê tesîr li ser her du partiyên îslamî (Komel û Yekgirtû) kiriye. Ew jî bi wê yekê ku xwe dûr kirin ku bibin hokarên yekalîkirina rikaberiya navbera YNK û Gorran li ser posta waliyê Silêmaniyê. + +Silêmanî di navbera mor û kesk de + +Ev dora 2 mehan e ku hilbijartinên encûmena parêzgehan hatine kirin, lê heta niha ji ber nakokiya Gorran û YNKê hêj îdareya nû ya Silêmaniyê nehatiye pêkanîn. + +Gorran 12 kursî û YNK 11 kursiyê encûmena parêzgeha Silêmaniyê bi dest anîne û her aliyek ji wan pêwistiya wî bi kursî û piştevaniya aliyên din heye da ku bikarin 1+50 dirist bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku tevgera xwendekarî ya kurdî di nava van çend salên borî de çi derbarê çawanî û çi derbarê çendîtiyê de heta radeyeke berçav rastî ketin û nizimbûnê bûye, nemaze di warê rojnamegerî û ragihandinê de, lê xala hevebş a tevahiya qonaxên xwendekariyê niha û berê vedigere ser hewldaneke pîroz a taybet bi xwendekarên Kurd ku ew jî hewldan û têkoşîn ji bo selmandina nasnameyeke neteweyî ye. + +Ger li gor bîrdoziyeke ";Alain Touraine"; be ku tekeziyê dike li ser wê yekê ku hemû bizavên civakî li ser sê bingehên nasname, dijayetî û giştîbûnê hatine damezrandin, tevgera xwendekarî ya kurdî jî wek tevgereke civakî ya taybet, berevaniya nasnameya xwe ya neteweyî dike. + +Bêguman bizava xwendekarî ya kurdî bi berdewamî beşek bû ji bizava neteweyî ya kurd. + +Herbert Marcuse gotiye ku bizava xwendekarî bêhtir hokarek bû ji bo geşbûna bizava neteweyî û di heman demê de jî deng bilindkirineke giştî. Gava mirov sêra qonaxên bizava xwendekarî li Rojhilatê Kurdistanê dike, di hemû qonaxan de, tevî ketin û rabûnên wê, ev gotina Marcuse bi temamî tê dîtin. Ger em bi rêzbendîkirineke giştî qayîl bin, em dikarin van qonaxan ji bo bizava xwendekarî li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan bikin: + +Serdema komara Kurdistanê +Di vê qonaxê de çend kes wek xwendekar ji bo Baku tên şandin ji bo xwendinê. Çûna gencên kurd wek xwendekar ji bo Ewropayê, beşdariya di xebata salên 1946-1947 de li ser destê çend kesayetiyên naskirî yên xwendekar û di dawî de piştî şoreşa gelên Îranê û bi taybetî serdema dewleta îslahat ku heye qonaxa herî çirûskdar a vê bizavê be. Serdemek ku (Hewzeya Giştî) ew derfet jê re peyda bû bêhtir şax û paxên xwe bavêje nav cibvakê û her li vê gorê jî xwendekarên kurd roleke wan a çalak û berçav hebe. Lê bi ketina reformxwazan re rewşa wê xira bû û roj bi roj ev xelek hate bertengkirin heta bi tevahî ji hêz ket. + +Diyar e di vê navê de lawazbûna gotara neteweyî û nebûna partiyan heta radeyekê bûye sedemê piştguhkirina vî nifşî û diyardeya cîhanîbûnê jî wek belayeke giştî bandoreke nerênî li ser xwendekaran kiriye da kêmtir mijûlî siyasetê bin! + +Lê xwendekarên kurd ên wan serdeman dikarin wek nifşekî nerîtşikên bên temaşekirin, ew bi sazkirina panel û civînan bi taybetî rêzgirtina salvegera qurbaniyên karesata Helebce, birêvebirina şevên helbestê û herweha derxistina belavokên xwendekarî (bêhtirî 50 belavokên xwendekarî) her çiqasî di destpêka rêyeke dijwar de bûn, lê karîbûn çirûskeke hêviyê bixin dilê hevrêyên xwe û nasnameya neteweyî bikin girîngiyeke civakî-siyasî. + +Tew karîbûn vê ramanê ji xeleka zanîngehan jî bibin nav civaka kurdewarî. Bêguman kovara xwendekarî (Riwangeh) ku li zanîngeha bijîşkî ya Tewrêzê derdiket, mînakeke serkeftî ya vê hewldanê bû. + +Bi nêrîna min, tovê neteweperestiya hişmend di giyanê xwendekarên kurd de bi tevahiya wateya wê û bi tevahiya dûrahiyên wê yên cihê, di zanîngehan de gurr bûye. Ango zanîngeh ne wek ";cih"; lê wek ";dem"; di perwerdekirina xwendekarên kurd de, bi roleke berçav radibû. Lewra beşekî diyar ji nûser û rojnamevanên îro yên Rojhilatê Kurdistanê berhema van zanîngehan in. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, yasaye yasaya gumrikê ji aliyê desthilatdarên li wê herêmê de tê gotûbêjkirin. + +Serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso û her du cîgirên wî ligel serokê desteya darayî Remziye Mihemed û herdu cîgirên wê civiyan û yasaya gumrikê ya Cizîrê gotûbêj kirin. + +Li gor nûçeya malpereke nêzîkî PYDê, pêşnûme û reşnivîsa projeyasaya gumrikê ji bal desteya darayî ve hatiye amadekirin û ji bo serokatiya desteya cîbicîkar hatiye radestkirin. + +Di nûçeyê de hurgiliyên wê projeyasayê û dema pesendkirina wê de nehatine aşkerekirin. + +Desteya cîbicîkar ya Cizîrê yek ji wan her sê desteyên rêveberiya xweseriya demokratîk in ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û çend partiyên hevlabendên wê ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi wan desteyan û rêveberiyê nake. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ragihand ku ew li Kurdistanê hêdî hêdî dibin desthilat û ewê ji bo xweseriya demokratîk li vê xakî pêkbîbnin karên xwe berdewam bikin. + +Turk di civîna bi şanda parlamenter û serokên şaredariya welatê Nemsayê de got ku ";gelê Kurd rizgar nebe gelê Tirk rizgar nabe û demokrasî nayê Tirkiyê, êdî siyaseta yek milet yek nijad û yek ziman dema wê boriye û êdî dem dema pêkanîna demokrasiya gelan e";. + +Turk anî ziman ku ";ev 30 sale gelê Kurd ji bo azadiya xwe tekoşînê dike û niha pêvajoyeke aştiyê tê meşandin û hêvî dike ku biserbikeve, lê ew tekoşîn ne li dijî gelê Tirk e lê li dijî siyaseta înkar û helandinê bû û niha dem hatiye ku ji nûve yekîtî û biratiya gelan bê lidarxistin";. + +Bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermenî û Êzdî lê dijîn. + +Kobanî (Rûdaw)- Di encama du teqînan de ku li xalên kontrolê yên YPGê li başûrê rojhilatê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de çêbûn û şerekî giran li wê naçeyên didome. Di enama teqîn û şer de 6 şervanên YPGê şehdî bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh êvarê DAÎŞê li gundên Ebû Sirrê û Korik li başûrê rojhilatê Kobanî û navçeyên herêma Girê SPî 2 teqîn li ser 2 rêbendên YPGê çêkirin, herwiha bi hawen û tankan êrîşî gundê Evdukî kirin. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encamê her du teqînan de heta vê demê 6 şervanên YPGê şehîd bûne. + +Çavkaniyekê ji navenda ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re piştrast kir ku duh kemyoneke ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibû bombekirin li rêbenda YPGê li gundê Ebû Sirrê teqiya û di encam de 4 şervanên YPGê şehîd bûn û çend şervanên din jî birîndar bûn. + +Çavkaniyê herwiha got ku ";duh jî li ber rêbenda YPGê li gundê Korik motorekî bombekirî teqiya û di encam de tenê siwarê motor ê bi ser DAÎŞê hatibû kuştin û ti ziyanî negihişt şervanên YPGê. + +Çavkaniyê aşkere kir ku ji şeva borî de çekdarên DAÎŞê gundê Evdukî bi tank û hawenan li başûrê rojavayê Kobanî topbaran dike û şerekî giran bi YPGê re didomîne. + +Bi gotina wê çavkaniyê, di encama wî şerî de heta niha 2 şervanên YPGê şehîd bûne û birîndar jî hene, ji aliyê DAÎŞê ve jî gelek kuştî û birîndar hene. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serdozgeriya bajarê Wanê derbarê serokê şaredariya Amedê yê berê Osman Baydemîr de cezayê 2 sal zindanîkirin xwest. + +Serdozgeriya Wanê ji ber axaftinên Osman Baydemîr ên di 18ê hezîrana 2012an de li Wanê, îdîaname amade kir û tê de cezayê 2 salan girtoin jê re xwest. + +Li gor medyaya bajarê Wanê, serdozgeriyê di îdîanameya xwe de diyar kir ku Baydemîr piştî girtina serokê şaredariya Wanê Bekîr Kaya ";axafitinên pir tûj li dijî serokwezîr Erdogan kirine û heqaret li kesayetî û meqamê wî kiriye û ew bi gotina faşîst wesf kir";, ji ber wê li hemberê wî doz hat vekirin. + +Herwiha li bendê ye ku sibê çarşemê doza Baydemîr li dadgeha yekemîn a cezaya Sulhê li Wanê destpêbike. + +Li aliyekî din jî parêzerên Erdogan di heman mijarê de li dijî Osman Baydemîr doza tezmînatê li heftemîn dadgeha Aslî li Enqerê vekirine û daxwaza 6 hezar lîreyên tirkî wek tezmînat kirine. + +Serokê şaredariya bajarê Wanê û gelek serok şaredariyên girêdayî BDPê di operasyonên bi navê KCKê de hatibûn girtin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê wê roja pêncşemê 10/7/2014 hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre. + +Encûmena yasadanînê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye ku ";dadgeha bilind a destûr"; a girêdayî rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma Cizîrê, îro navê namzedên hevserokatiyê pêşkêşî encûmenê kirin. + +Her li gor çavkaniyê, encûmena yasadanînê wê roja 10ê vê mehê bicive û hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre. + +Encûmenê di 19ê hezîranê de deriyê namzediya ji bo hevserokatiya kantona Cizîrê vekiribû û roja 29ê hezîranê deriyê namzediyê girtibû. + +Li gor zaniyariyan, tenê 2 kesan xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed kiriye û ew jî şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham û rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Hediye Yûsif in. + +Rêveberiya kantona Cirîzê yek ji wan her sê rêveberiyane ku di dawiya meha çile ya borî de li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi van rêveberiyan nake. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Namzedê serokomariya Tirkiyê Ekmelidîn Îhsanoglu ku derbarê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê de ragihand ku divê çareserî di bin banê parlamentoyê de pêk were. + +Îhsanoglu ku namzedê hevpar ê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) ye, di çarçoveya kampanya hilbijartinê de li Stenbolê beşdarî hin bernameyan bû. + +Namzedê serokomariyê Îhsanoglu pirsa peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê de wiha bersivand: ";Sê krîterên (pîvan) me hene. Ya destpêkê em alîgirên aştiyê ne, ne alîgirê şer in. Em hezar salin li ser vê xakê bi hev re dijîn. Her tiştên me dişibin hev. Tenê zimanên me cuda ne";. + +Îhsanoglu herwiha got ";Duyem, divê di sala 2014an de bêhtir mafên mirovan pêk be. Divê em bigihên asta Ewropa. Em êdî naxwazin dewleteke dest bi dar bibînin. Divê dewlet her kesî himbêz bike";. + +Îhsanoglu krîtera sêyem jî wiha diyar kir: ";Ji bilî me jî dewletên ku gelek neteweyên etnîkî lê dijîn hene. Mînaka Berîtanya heye, Spanya heye. Mînakên ku bi serketine hene yên ku bi serneketine hene. Emê di van her sê krîteran de çareseriyê bibînin. Divê çareserî di bin banê parlamentoyê de be";. + +Amed (Rûdaw)- Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê piştgirî da avakirina dewleteke Kurdî li Başûrê Kurdistanê. + +Serokê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat’ê Mûhîttîn Batmanli di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriya ragihandina serxwebûna Kurdistanê dikin. + +Batmanli anî ziman ku ew wekî Kurdistaniyên Bakûr, avakirina dewleta kurdî gellek watedar dibînin. + +Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ";Kurd bi salanin ji heqê xwe yê dewletbûyînê bêpar in, lewma jî demeke dîrokî hatiye pêşiya Kurdan û li Başûrê Kurdistanê dibe ku dewletek ava bibe";. + +Batmanli got ";Divê birayên me yên Tirk jî ji avakirina dewleta Kurdistanê netirsin";. + +Biryar e roja înê 11/7/2014 piştî mêja înê jî meşeke ji bo piştgiriya ragihandina serxwebûna Kurdistanê were lidarxistin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, diyar kir ku di nav YNKê de du nêrîn heye ku yek alîgiriya Barzaî dike ya din jî alîgirê Malikî ye. Muftî, her wiha ragihand, bila Îranê bizane ku dewleta kurdî li dijî wî welatî nabe. + +Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, di hevpeyvînekê de digel heftenameya Rûdawê ku duh hat belavkirin, li ser lidarxistina referandom û ragihandina serxwebûna Kurdistanê got, YNK di vî warî de mîna Barzanî hizir dike lê di nav YNKê de du nêrînên cuda li ser vê yekê hene. + +Ednan Muftî, ku serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê ye jî, da zanîn ku yek ji wan nêrînan alîgiriya Barzanî dike û ya din jî alîgirê wê ye ku bi Malikî re rêkeftin bê kirin. + +Li ser helwesta Îranê ya li hember ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî wî endamê polîtburoya YNKê got, Îran û Tirkiye du welatên mezin ên deverê ne û her du jî di heyamên borî de li dijî dewleta kurdî bûn lê niha êdî gellek tişt hatine guhertin lê em Îranê piştrast dikin ku dewleta Kurdistanê ne li dijî wî welatî ye û em destê xwe naxin nav karûbarên welatên din. + +Îran, bi tundî dijîtiya xwe li hember jihevbelavbûna Iraqê û çêbûna dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê tîne ziman û vê yekê ";pilana Îsraîl"; dizane. + +Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn, di şerê 2 rojên borî de li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ";bi dehan"; çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 11 şervanên YPGê jî şehîd bûne. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), ji duh êvarê de gundêEvdukî li başûrê rojavayê herêma Kobanî bi tûndî topbaran dikin +li gorî agahiyan, ji aliyekî din de jî şer û pevçûn di navbera YPG û DAIŞê de didome û heta niha bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û gellek cebilxane, tank û amûrên leşkerî yên rêxistinê hatine jinavbirin. +Her wiha hat zanîn ku di şerê 2 rojên borî de li gundên Evdukî, Ebû Sirrê û Korikê heta niha 11 şervanên YPGê şehîd bûne ku cenazeyên 8 ji wan îro danê piştî nîvro hatin definkirin û cenazeyên yên din jî îşev hatin veşartin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Muslim da xuyakirin ku hinek saziyên dewleta Tirkiyê alîkariya DAIŞê dikin. Muslim, her wiha bangewaziya Karayilan û bersiva Barzanî ya ji bo wê bangewaziyê bi erênî nirxand û got, em amade ne ji bona yekitiya netewî her berdêlekî bidin. + +Salih Muslim di bernameya Rojava ya televîzyona Med Nûçe de bersiv da pirsên rojnamevan Amed Dîcle û derbarê êrişên li hemberî Kobanî û hêzên li pişt wê, daxuyaniyên girîng da. + +Muslim ragihand ku êrişên li hemberî Kobanî êrişên li dijî tevahiya Kurdistanê ye û got, "Bi van êrişan dixwazin me teslîm bigirin. Lê belê em li ber xwe didin. Berxwedana gelê me li holê ye. Îro li refên YPGê keç û xortên ji bakûr, rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Şehîd dikevin. Şehîdên me, me tînin cem hev. Yekitiya me xurt dikin. Emê jî di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna şehîdên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin û em li ber xwe didin." + +Hevserokê PYDê Salih Muslim da zanîn ku ji sê aliyan ve dor li Kobanî hatiye girtin û aliyekî wê jî sînorê Tirkiyê ye. Muslim ragihand ku tevî sînor bi temamî girtiye jî, endamên DAIŞê yên di şer de birîndar dibin li Tirkiyê tên dermankirin. + +Salih Muslim diyar kir ku çekên ku di êrişên li dijî Kobanî de tên bikaranîn ji Iraqê derbasî herêm bûne û da xuyakirin ku ji ser Reqqayê re çek tê anîn, tevî ku li ser vê regehê bargehên leşkerî yên rêveberiya Esed hene hêzên Esed dest li konvoyên DAIŞê wernadin. Muslim destnîşan kir ku rejîm êrişên li hemberî kurdan li gorî berjewendiyên xwe dibîne. + +Muslim diyar kir ku endamên DAIŞê dema êrişî Kobanê dikin di ser xaka Tirkiyê re tên û got, "Karekî hêsan nîne ku ewqas çek derbasî herêma Kobanî bê kirin. Li ser rêya ku diçe eniya şer, pirek heye û rêya yekane ya derbasbûnê jî ew der e. Lê belê bi sedan endamên DAIŞê bi çekên giran, ji pişt ve tên herêma ku hevalên me lê ne. Yanî ji Tirkiyê tên yan jî dikevin nav xaka Tirkiyê û ji wir tên. Ji ber ku ti rêyeke din tuneye. Em di wê baweriyê de ne ku di nava dewleta Tirkiyê de hin sazî bi van çeteyan re hevkariyê dikin. Eger dewleta Tirkiyê dibêje pêwendiya me bi vê nîne, hingî divê vê rewşê rave bike. Gelo çawa ciwanên sivîl ên Rojavayî li ser sînor tên dîtin û qetilkirin, lê bi sedan endamên DAIŞê bi çekên giran nayên dîtin. Ev baweriyê nade. Em vê yekê bi rayedarên Tirk re diaxivin." + +Salih Muslim da xuyakirin ku ew banga endamê Konseya Rêveber a KCKê Murad Karayilan a ji bo xwedîderketina li Rojava û bersiva Barzanî ya ji vê bangê re erênî dibînin û destnîşan kir ku di dema dawî de ti têkiliyeke wan bi PDKê re çê nebûye, lê ew her dem alîgirê yekitiya neteweyî ne û amade ne ji bo vê jî berdêlan bide. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser gotinên Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî derbarê ragihandina serxwebûna Kurdistanê de daxwaza daxuyaniyê ji Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê kir. + +Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji Rûdawê re got, li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî me bi fermî bangî konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê kir û daxwaza daxuyaniyê jê kir ku gelo Sîsî ti daxuyaniyek li dijî serxwebûna Kurdistanê daye yan na? + +Felah Mistefa da zanîn, konsulê Misrê jî gotiye dê vê banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîne rayedarên Qaîhreyê û daxwaza bersivê ji wan bike. + +Mistefa anî ziman ku duh danê sibê li ser daxwaza konsulê Misrê li Hewlêrê civînek li dar xistine û her du aliyan li ser bûyer û pêşhatên dawî yên Iraq û Misrê gotûbêj kirine lê piştî ku hat gotin ku Sîsî li dijî serxwebûna Kurdistanê daxuyanî daye, êvara wê rojê me bangî konsulê Misrê kir û daxwaza daxuyaniyê jê kir. + +Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê, Silêman Osman jî ji Rûdawê re ev yek piştrast kir û got, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê bangî min kir û daxwaza bersiveke fermî li ser daxuyaniyên Sîsî kir, emê jî vê yekê ji wezareta derve ya Misrê re bêjin û bersivê ji wan bixwazin. + +Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî, roja 7ê vê mehê gotibû, eger referandoma ragihandina serxwebûna Kurdistana Iraqê were kirin ev yek dê bibe destpêka karesata perçebûna Iraqê. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî spasiya Sîsî kiribû û jê re gotibû, Iraq welatê tê yê duyemîn e. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyamekê de ragihand, kurd ji mafê xwe yê referandoma ragihandina serxwebûnê paşde venagere. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro peyamek arasteyî gelê Iraqê kir û got, me bi salan daxwaza bicîhanîna bendên Destûra Iraqê kir lê Malikî li ser betalkirina Destûrê rijd e. + +Barzanî di peyama xwe de ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin, dibêje, niha kampanyaya reşkirinê li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin û sazî û pereyê dewletê li dijî kurdan tê bikaranîn. + +Beşek ji naveroka peyama Barzanî wiha ye: + +";Hinek kes dixwazin tovê duberetiyê li Iraqê biçînin û dixwazin bi hêcetên cuda xelkê li dijî kurdan tehrîk bikin û ji bona vê jî dest bi kampanyaya reşkirinê li hember gelê kurd kirine û sazî û pereyê dewletê li dijî kurdan bikar tînin. + +Eger Nûrî Malikî li ser sêyemîn serokwezîriyê rijd be wê demê Iraqê ber bi serbejêriyê ve diçe û ti kes jî nizane ka dê çi bi serê Iraqê were û ti biryarek jî Iraqê venagerîne ser rewşa berê. + +Malikî her dem destûr binpê kiriye lê em dixwazin bînin bîra wî ku bendek destûrê bi awayekî eşkere behsa wê dike ku pêbendiya bi destûrê yekitiya xak û gelê Iraqê garantî dike lê yê ku destûr binpê kir bila loma li xwe bike çimkî me bi salan daxwaza bicîhanîna bendên destûrê kir. + +Gelê kurd ji mafê xwe yê referandomê paşde venagere û dê biryara xwe bide…"; + +Duhok (Rûdaw)- Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê êdî ji kampeke penaberan zêdetir weke bajarekî lê hatiye. + +Li wê derê weke ku milet li bajarekî bijî jiyana xwe derbas dike. + +Ji dawet û zewacê de bigirin heta bi vekirina dikanên zêrkerî, xwaringeh û borsaya kirîn û firotina dolaran. + +Li Domîzê bazareke nû hatiye vekirin, ji mêj ve nehatiye vekirin, lê ji ber ku tiştan erzan difrose, bala xelkê dikişîne ser xwe, xelk ji li tiştên erzan digere. + +Ji ber erzanbûna wê, êdî ne tenê xelkê kampê, lê xelkê Duhokê jî xwe lê digirin û bazara xwe li wê derê dikin. + +Toronto (Rûdaw)- Jineke Kurd li zindanên Îranê, ku weke raportan behsa wê kiriye, bi berdewamî ";hatiye îşkencekirin";. Çalakvan jî dibêjin ew jin niha bi temamî kor bûye û kes jî bi başî çavdêriya saxlemiya wê nake. + +Li gor gotina çalakvanan ";Di nava çend mehên borî de, çavên Zeyneb Celalyan bi temamî kor bûne, rewşa fîzîkî û psîkolojî ya wê jinê niha têk çûye";. + +Zeyneb Celalyan (32), niha di zindaneke Kirmaşanê de cezayê zindana heta hetayî derheqê wê hatiye ferzkirin. Li gor yasaya dadwerî ya Îranê, Celalyan ";dijatiya xwedê"; kiriye gava ku bûye endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK, lê Zeyneb vê tohmetê red dike. + +Li gor yasayên Îranê, zindanî dikarin çavdêriya saxlemî bi dest bixin û mafê wan heye di aliyê saxlemiyê de çavdêriya wan bê kirin, lê weke çalakvan dibêjin berpirsên zindanê rê nadin ku Zeyneb ti hevkariyeke saxlemiyê werbigire yan doktorekî pisporê nexweşiyên çav bibîne. + +Saziya Amnesty International qala wê yekê kiriye ku Zeyneb îşkenceyeke zêde dîtiye û ji dema ku hatiye girtin jî kêşeyeke tirsnak di çavê wê de derketiye, ku heye kêşeya çavên wê di encama lêdana di serê wê de peyda bûbe. + +Grûpên mafên mirovan ên cîhanî û îranî daxwaz kirine ku divê Celalyan di demeke herî zû de dermanan werbigire û careke din jî bê dadgehkirin. Amnesty dibêje: ";Ew jina kurd ji sala 2009 ve, di nava çend xulekan de hatiye mehkûmkirin bêyî ku parêzerî wê jî hebe."; + +Celalyan pêşî bi îdamê hatibû mehkûmkirin, lê dû re cezayê wê di sala 2011 de bû zindana heta hetayê. Wê çend caran gireva birçîbûnê li dar xistiye. Li gor Amnesty carna bi dirêjiya salekê Zeynebê nikarîbû xizm û malbata xwe bibîne. + +Celalyan ji bajarokê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Çalakvanên mafên mirovan û herweha rêxistina cîhanî ya nehiştina îşkenceyê daxwaz kirine ku Celalyan bê azadkirin. Sureya Felah ku çalakvaneke kurd e û li Amerîkayê dimîne, daxwaz ji hilgira xelata Nobel a aştiyê û parêzera navdar a Îranê Şîrîn Ebadî kiriye ku bibe parêzera Celalyan û hewl bide wê azad bike. + +Li Îranê gava ku tê gotin kesekî ";dijatiya xwedê"; kiriye, cezayê wî li Îranê pirr mezin e, çiku li cem wan ev tawaneke pirr mezin e. Li gor çalakvanên mafên mirovan çend girtiyên din ên kurd weke Ferzad Kemanger (32), Îhsan Fetahyan (28) û Fesîh Yasemînî (28), bi heman tohmetê hatibûn cezakirin. Li gor gotina wan çalakvanan motîfekî siyasî yê wê kêşeyê heye. + +Di hepsên Îranê de, girtiyên kurd ên din jî di rewşeke pirr dijwar de dijîn, ku di nav wan de Mihemed Sidîq Kebûdwend heye, ku rojnamevanekî kurd e û serokê rêxistina mafên mirovan e li Îranê; Kebûdwend di sala 2007 de bi tohmeta şikandina çend yasayan hate mehkûmkirin, weke pêkanîna çalakiyan li dijî asayişa neteweyî ya Îranê û belavkirina propagandayê li dijî desthilata Îranê, ew bi 10 sal zindan hate mehkûmkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev dîmen ne yê Helebce ne û ne jî Enfal in, ev malbatên Turkmanên Şîa ne ku rihê xwe ji mirinê xelas kirine û berê xwe dane vê çolê. Hinek ji wan zêdetirî 5 rojane di vê rewşa xirab de dimînin, li ber vê germa temûzê rûdinin, dixwin, vedixwin û radizin. Ew hîna bi hêvî ne ku hikûmeta Iraqê bi hewara wan ve were û wan bigihîne devereke aram. + +Ev malbat ji bajarokê Tileferê reviyane, piştî ku Şingal û Rebîhe bi meşê derbas kirine, gihîştine nêzîkî bazgeha Xazir û li vir ketine xeweke şêrîn. Gelek ji wan nizanin berê wan li kû ye. Ev ne pêla yekê ye ku tên. Beriya wan jî zêdetirî 2 hezar koçberên şîe yên turkoman gihîştine bajarê Hewlêrê bixwe. + +Em di wextê paşîvê de bi ser wan vebûn, piraniya wan razayî bûn, yên ku em bi wan re axivîn jî, me ji xew rakirin ji bo em bizanibin rewşa wan çi ye û berê wan li ku ye. + +Hinek ji wan nizanin çi li pêşiya wa ye. Hikûmeta Iraqê soz dabû ku van koçberan bi riya balafirgeha Hewlêrê bigihîne Bexdad û parêzgehên başûrê Iraqê, grûpek birin lê hinek ji wan çend rojan li balafirgeha Hewlêrê rojê xwe derbas kirin. + +Koçberên Tilefer yên ku ji ber êrîşên daiş û bombebarana firokeyên artêşa iraqê reviyane, bêzar bûne ji vê rewşa ku tê re derbas dibin. Li gora gotina wan ev ne cara yekê ye ku ev karesat tê serê wan. Daxwaza alîkariyê dikin ji bo van zarokên ku li erda radizin. + +Ji ber têkçûna rewşa ewlekariyê, him sunneyên Mûsil û him jî şîeyên wê ji deverên xwe baz didin û nizanin xwe li kê bigrin. Di nava vê tevlîheviyê de, cihê ku ew dikarin serê xwe lê deynin û nefesekê bistînin, axa Kurdistanê ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirî Sureyya Onder ragihand ku pêvajoya aştiyê ne ji aliyê hikûmetê lê ji aliyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. + +Onder di gotûbêjên derbarê projeyasaya pêvajoya aştiyê li Parlamentoya Tirkiyê de got ";Li Tirkiyeyê navê pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka ‘kêşeya asayişê’ yan jî ‘kêşeya terorê"; tê binav kirin, ew jî bi xwe şaştiyeke mezine û ev qanûna pêvajoyê bi tena xwe têr nake, divê parlamento di mijara pirsgirêka Kurd de însiyatîfê têxe destê xwe";. + +Onder diyar kir ku ";hikûmet hertim dide diyarkirin ku wê ev pêvajo destpêkiriye, lê bi rastî yê ev pêvajo destpêkiriye di Newroza 2013an de Ocalan bû";. + +Sirî Sureye Onder anî ziman ku ";eger hikûmet behsa bêçekbûna gerîlayan dike, pêwîste destpêkê ew dest ji çêkirina qereqol û bendavan berde";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger li ser sînorê Tirkiyê Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin. + +Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku ";ji bilî perçebûna Tirkiyê çare pirin, yê sereke azadiya gelan e û eger li ser sînorê Tirkiyê Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin";. + +Demîratş di hevpeyvîneke telefîzyona CNN a tirkî d, derbarê axaftina Erdogan de ku ";eger ew bibe serokomar ewê bêalî nebe"; got ku ";kesê bibe serokomar pêwîste dest ji partiya xwe bikşîne û bibe serokomarê her kesî, lê pêwîste destûra bingehîn bê guhartin û bi hûrî desthilata serokomar bê diyarkirin";. + +Selahedîn Demîratş anî ziman ku ";çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê di demokrasiya radîkal de ye";. Demîrtaş li ser pirsa ku ewê di tora duyem de bazarê li ser dengên ku wergirtine bike de got ";Ez ti carî ti bazarê nakim û ezê nekim jî";. + +Hevserokê HDPê destnîşan kir ku eger ew bibe serokomar ";ewê desthilata herî mezin bide gel û desthilata serokomar kêm bike û desthilata encûmenên gel zêde bike";. + +Demîrtaş da zanîn ku ";ewê di roja 15 tîrmehê de derbarê rêbaza wî ya hilbijartin de belevokekê belav bike";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Zarokekî Kurd li navçeya Abadanana Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tinebûna derman jiyana xwe ji dest da. + +Li gor zaniyariyan, zarokê Kurd ê bi navê Armîn Mihemediyan (15 sal) li gundê Ab Enarî yê navçeya Abadananê dupişk pêvadabû û ji ber tinebûna derman jiyana xwe ji dest da. + +Armîn li nexweşxaneyeke bajarê Îlamê bû û wek malbata wî gotiye ku ";berpirsên nexweşxaneyê gotibûn dermanê dijî jehra dupişkan li nexweşxaneyê tine ye û divê wî rakin nexweşxaneya Kirmaşanê"; ku 2 saetan dûrî Îlamê ye. + +Malbatê xwest zarokê xwe Armîn rake Kirmaşanê, lê ji ber tundiya jehrê jiyana xwe ji dest da. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nivîskar û dîplomatê navdar ê Nemsayî Lord Weidenfeld dibêje wê aloziya li Rojhilata Navîn bi kêrî Kurdan were. + +Di gotara xwe ya ji bo rojnameya Elmanî ";Die Welt"; de Weidenfeld dinivîsîne ku ";li Iraq û Sûriyê Kurd di aliyê aborî û siyasî de serbixwe dibin û ewê ji vê tevlîheviya Rojhilata Navîn serkeftî derkevin";. + +Nivîskar di gotara xwe de balê dikşîne ser perçekirina Kurdistanê û dibêje ";di gulana sala 1916an de 2 fermanberên payebilind ku yek ji wan ingilîz û yê din jî fransî bû, wîlayetên erebî yên împeratoriya Osmanî li gora berjewendiyên xwe par vekirin. Lê belê piştî 100 salî niha hebûna Iraq û Sûriyê ji ber tehdîdên derve û hundir di metirsiyê de ye";. + +Lord Weidenfeld dide zanîn ku wê ji ber vê aloziya ku çêbûye 5- 6 milyon kes bibin penaber û rojavayeke ku ji şer westiyaye û mirovekî bê biryar li Koşa Spî dihêlin ku ev pirsgirêk ji hedê xwe dirêjtir bibe. + +Li gora wî nivîskarî, di nava vê rewşa aloz de kêm alî hene ku wê mifayê bibînin û aliyek ji wan jî Kurd in. + +Lord Weidenfeld li zankoyên Tel Avîv û Ben Gurion yên Îsraîlê birêvebirî kiriye û bi pirtûkên xwe yên biyografiya kesayetên weke Charles de Gaulle, Konrad Adenauer, Golda Meir, Henry Kissinger, Şimon Perez û gelek serok û rêberên navdar tê naskirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Parlamentoya Tirkiyê xwest ku derbarê 3 hezar cerdevanan de doz hatiye vekirin lê pêwîste lêkolîn û lêpirsîneke berfire derbarê tawanên hin cerdevanan ên li dijî gel bidin destpêkirin. + +HDPê raportek derbarê pergala cerdevaniyê li Tirkiyê radestî parlamentoyê kir û tê de diyar kir ku ";hebûna pergala cerdevaniyê li dijî rihê pêvajoya aştî û çareseriyê ye û yek ji astengiyên herî mezin li hember aştiya civakî ye û pêwîste bi temamî ji holê bê rakirin";. + +Di raporta HDPê de hatiye gotin ku ";li gor daneyên fermî, cerdevan tevlî sûcên şewitandina 38 gundan, valakirina 14 gundan, 12 tacîz û destdirêjiya cinsî, revandina 22 mirovan, 294 êrîşên çekdarî, 50 înfaz, 70 xesp, 454 îşkence, bûyîna sedema 9 întîharan, şewitandina 17 qadên daristanan bûne";. + +HDPê bal kişand ku ";di nav 20 salan de jî 187 kes ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin";. + +Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê li hember şerê çekdarî yên PKKê di 27ê hezîrana 1985an de pergala cerdevantiyê destpêkir. + + + Qamişlo (Rûdaw)- Partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamîli Iraq û Şamê (DAÎŞ) di mafê miletê Kurd de, rêbaza rêjîma Sûriyêdişopîne. +Herwiha rayedarên wan partiyan diyar kirin ku DAÎŞ hewl dide ku bi zilm û zorê Kurdan ji ser axa wan koçberîderveyî Rojavayê Kurdistanê bike. +Sedemên li pişt van êrîşên DAÎŞê li ser navçeyaên Rojavayê Kurdistanê bo yekê yekê vedgigrînin ku rêxistina navborî dixwaze dêmoxrafiya herêmên Kurdî biguhere. +Herwiha partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê avakirina lêvegerekî ji hemû aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi girîng û pêwîst dan zanîn bo rûbirûbûna gef û êrîşên DAÎŞê. + +کوردانی دانیشتووی موسڵ لەگەڵ ئەنجامدانی راپرسین +بە پێی ئامارە نافەرمیەکان بەر لە پرۆسەی ئازادی لە عێراق نزیکەی 200 هەزار کورد دانیشتووی شاری موسڵ بوونە، بەڵام دوای پرۆسەکە بەردەوام کوردانی دانیشتووی ئەو شارە ئاوارەی شارەکانی هەرێمی کوردستان بوون و دوای کۆنترۆڵکرانی شاری موسلیش لەلایەن چەکدارانی داعش جارێکی دیکە ژمارەیەکی زۆری لە خێزانە کوردەکانی ئەو شارە ئاوارەبوون. +کوردە ئاوارەکانی کە ئێستا لە هەرێمی کوردستان نیشتەجێن لەگەڵ ئەوەدانە کە باشووری کوردستان راپرسی بکات و دەشڵێن ئەوان بۆ جیابوونەوەی کوردستان دەدەن. +ل بەری سالا 2003 ل دیڤ ئامارێن نەفەرمی نێزیكا 200 هزار كورد ل باژێرێ موسل یێن ئاكنجی بون پشتی ژنافچونا ریژێما بەعس و ژبەر بەردەوامیا شەرو نەخوشێن ناڤەراست و باشورێ عیراقێ ژمارەكا زورا كوردێن موسل قەستا باشورێ كوردستانێ كرن، ژ نوكە ژی پشتی رویدانێن 9/6/2014 كوچەكادیا كوردێن موسل بو باشورێ كوردستانێ دەسپێكر، ودپەنابەریاخودا هیڤی و ئومێدێن وان ئەون رابرسی بو باشورێ كوردستانێ بهیتەكرن داكو دەنگی بو بدەن ..... +1.عومەر دەواس: كوردێ ئاكنجێ موسل +كوردێن ل ناڤ سەنتەرێ موسل ژیایی هەر ژ كەڤن و هەتا نوكە چ خوشی بژیاناخوەە نەبرنە، چونكی هەتا رێك بوان نەبو خانێن وان بناڤێن وان بهێنە توماركرن لەورا نوكە بیناهیەكێ دبینن كو بزفرنە دگەل حوكمێ باشورێ كوردستانێ. +2. محمەد حەسەن: كوردێ ئاكنجێ موسل +د پەنابەریا خوەدا ئەو دگەلهەبونا چەند ئاستەنگیا ل كەمین نها ئەو تیدا دژین لێ ئەو ئارمیا باشورێ كوردستانێ هەمبەری هەر ئاستەنگیەكا ژیانێ دبینن ... +3. سەباح یونس: كوردا ئاكنجیا موسل +ل دووماهیك هەلبژارتێن پارێزگەها موسلدا پێگەهێ كوردا یێ بهێز بو هەتا پوستێ سەرۆكێ ئەنجومەنێ وێ باژێری كوردا برێڤەدبر،بەلێ ئەڤ پوستە چ پوستێن دێن ئیداری بو كوردا نەبوینە دەرمان. + + + Til Koçer (Rûdaw)- Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ya bangewaziyek ji hikumeta Başûrê Kurdistnê re şand ji bo vekirna deriyê Til Koçer. +Ji roja 10 hezîrana borî ve, derghê Til Koçer (Rebîe) li Başûrê Kurdistnê ketiyê bin destê hikumeta Herêma Kurdistnê û ji wêdemêde û heta niha ew derî girtiye. +Berî bûyerên Mûsilê, tev û liv bi riya wî deriyî bi awayekî çalak birêve diçû, ji aliyên Rojavayê Kurdistanê bi serpirştiya YPG bû û ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve di bi kontrola hikumeta Iraqê de bû. +Derbarê girtina dergeh Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê konfransekî rojnamevanî li ser dergeh li darxist û têde bangewaz li hikumeta Iraqê re şand ku dergeh bê vekirn ji bo bazrganî û alîkariyên mirovî. + +دگەل دەستپیکرنا کریزا سووتەمەنیێ ل باشوورێ کوردستانێ کارەبا نیشتمانی ژی ل پرانیا باژار و ناڤچەیان زێدەتری مەهێن دەرباز بووی تێ قوتکرن، ب وێ یەکێ ل باژارێ دهۆکێ بگشتی رۆژانە ب تەنێ ١٨ دەم ژمێران کارەبا نیشتمانی هەیە، ئالیێن پەیوەندیدار ژی دبێژن سەرهەلدانا کریزا کاراەبێ پەیوەندیا وێ ب کێمیا سووتەمەنیێ ڤە نینە لێ ژ رۆژا ١٢ مەها دەرباز بووی گرێبەستا گەهاندنا ١٢٠ میگاوایتێن کارەبێ ژ ترکیێ بداوی هاتیە و نەهاتیەڤ نوکرن، سەربارێ ڤێ یەکێ ژی هەیا نها دهۆک پشکەک ژ بەرهەم ئانینا کارەبا خوە ددە پارێزگەها موسڵ. + +ل دھوکێ کارەبا گشتی روژانە بتنێ ١٨ کاژێرا دگەھیتە وەلاتیا لایەنێن پەوەندی دارژی دبێژن کو قەیرانا سوتەمنێ نەئەگەرێ کێبونا کارەبا پارێزگەھا دھوکێ بە، بەلکو ئەگەرێ سەرەکی نەھاتانا وان ١٢٠ میگاواتێن کارەبێ یە یاکو ژ وەلاتێ تورکیا دگەھشتە باژێرێ زاخو چونکی گێربەست نەھاتیە نوکرن. +تێکست +کارەباگشتی نوکە ل پارێزگەھا دھۆکێ ١٨ دومژمێرا دگەھیتە وەرلاتیان و جوداھی دگەل مەھێن بوردا کارەب کێمبویە، ئەڤە ددەمەکێ دایە کو ھەرێک ژ کارگەھا کواشێ ٧٥٣ میگاوات و کارگەھا باعەدرێ ١٢٢ میگا وات کارگەھا دھۆکێ ٢٤ میگاواتێن کارەبێ روژانە بەرھەم دئینن و کێمبونا کارەبێ ژی چ پەوەندی ب قەیرانا سوتەمەنێ ڤە نینە............. +١. کەمال محمەد سالح:رێڤەبەرێ گشتێ کارەبا پارێزگەھا دھۆکێ +کارەبا ل پارێزگەھا دھۆکێ بەھەمدھێت زێدەی پێدواستیا خەلکێ دھوکێ یە لێ چونکی کارەبا باشورێ کوردستانێ ھەمی یاپیکڤە گرێدایە روژانە ٣١٤ میگاواتێن کارەبا کارگەھێن دھۆکێ بو ھەولێرێ دچیت و ٧٧ میگاوات ژی بو با پارێزگەھا موسل یاوەلاتیاگازندە ژێ ھەیی زێدە مەزاختنا کارەبێ . +١. ئەمین نەجیب:ھاوانیشتیمانی +١٢/٦/٢٠١٣ وەزارەتا کارەبا باشورێ کوردستانێ گرێبەستەک دگەل وەلاتێ تورکیا مورکربو بو ١٢٠ میگاوایتێن کارەبێ دگەھشتەنە باژێرکێ زاخو ١٢/٦/٢٠١٤ ئەو گریبەستە بو دووماھیک ھات نوکە کارەبا زاخو ژی ژلایێ دھۆکێ ڤە دھێتە دابینکرن ئەڤە ھەمی ئەگەرێن کێم بونا کابا دھۆکێ نە ........... +١. فەھیم عەبدولا حەمۆ: سەروکێ ئەنجومەنێ جڤاتا پارێزگەھا دھۆکی. +دھوکێ ھێشتا کارەبا خوە ل پارێزگەھا موسل نەبریە سەرحالێ کێیمیا کارەبا خوە لێ خەلکێ موسل بێکجاری نەھێلانە بێ کارەب.. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ev 2 rojin ku çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi çekên giran êrîşî gundên li rojhilatê herêma Kobanî dike. Di nava 2 rojan de 16 şervanên YPGê şehîd bûne û bi dehan çekdarên DAÎŞê jî hatine kutin. + +Çavkaniyekê ji navenda ragihandina YPGê li Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê bi çekên giran gundên Kendarê, Girê Sor, Evdukî û mewziyên YPGê li gundewarên herêma Girê Spî bi giranî topbaran dike. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şerê duh li wan gundan de zêdetirî 100 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin, herwiha 12 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. + +Roja duşemê jî, 4 şervanên YPGê di nencama teqîna li gundê Ebû Sirrê şehîd bûn. + +Li gor çalakvanên herêma Girê Spî, ";ji bo parastina şervanên xwe ji topbarana DAÎŞê, YPGê ji her sê gundên Kendarê, Girê Sor û Evdukî berve gundên herêma Kobanî kişiyaye û DAÎŞ ketiye wan gundên Kurdan";. + +Lê ragihandina YPGê li herêma Kobanî heta vê demê bi rengekî fermî vekişandina xwe ji wan gundan ranegihandiye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rayedarên Herêma Kurdistanê biryar dan ku wezîrên Kurd ên di hikûmeta Iraqê de venegerin Bexdayê û êdî beşdarî civînên hikûmeta Iraqê nebin. +Wek karvedanekê li ser daxuyaniyên serokwezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî, Rayedarên Herêma Kurdistanê biriyar dan ku wezîrên Kurd ên di hikûmeta Iraqê de venegerin Bexdayê û êdî beşdarî civînên hikûmeta Iraqê nebin. +Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de ku îro li Bexdayê pêşkêş kir dibêje ku ";ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin";. Herwiha got ku ";ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan";. +Malikî tekîd kir ku artêşa Iraqê hêzên xwe kom kirine û hewl dide di zûtirîn dem de wan cihan vegerîne ku artêşa Iraqê jê kişiyane. +Di himber van gefên Malikî de, çavkaniyekê ji polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Rayedarên Kurd wek yekem karvedan li ser gefên îro yên Malikî biryar da wezîrên Kurd beşdarî ti civîneke encûmena wezîrên Iraqê nekin."; +Herwiha çavkaniyên ku nexwest navê wê bê amaje kir ku wezîrên ser bvi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliynên din jî li ser vê biryarê razî ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Serokomarê Amerîka, Joe Biden tekez li ser peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir. +Di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cîgirê Cîgirê Serokomarê Amerîka, Joe Biden behsa pêşhatên ewlekarî û siyasî li Iraqê kirin. +Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Biden û Barzanî tekez li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de kirin. +Herwiha her du alî yek bûn li ser wê yek ku pêwîstiya derbasbûn ji krîza niha ya Iraqê bi şêwirî û peywendiyên berdewam êm her du aliyan de heye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Grûpeke lêkolerên Berîtanî rapirseyek li ser rewşa niha ya Sûriyê çêkirin û têde diyar dibe ku tenê 4 ji sedî ji xelkên Sûriyê dibînin ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) berjewendiyên wan diparêze. +Rapirsî bi rengekî rasterast hevdîtin bi 1014 welatiyên Sûrî re encam da ye û pirs li ser rewşa niha ya Sûriyê ji wan kirye, ji koma wê hejmara tenê 33 ji sedî dibînin ku Beşar Esed û hikûmeta wî ji hemî aliyên din baştir berjewendiya welatiyên Sûrî diparêze. +Conî Hîld rêvebirê ajansaOpinion ResearchBusinessa ku rapirsî encam daye dibêje, ev rapirsî dîtinekê kûr li ser nerîna giştî a li Sûrya dide xuyakirin, û diyar dike ku, piraniya xelkê Sûrya dibînin ku girûpên radîkal parastina berjewendiyên wan nakin. +Grûpa lêkoleran rapirsiya xwe li nav 12 parêzgehên sûrî encam dan, ji wan parêzgehan hinek di bin destê rejîmê û hinek di bin destê opozisyonê de hebûn. +Lê wan lêkoleran parêzgeha Qunêtra a ku niha hinek beşên wê di bin kontirola opozisyonê de ye û hinek beşên din di bin destê rejîmê de ne, û parêzgeha Dêra zorê a ku niha di bin destê DAIŞ de ye, ji rapirsiyê bêpar kirin. +Rêvebirê girûpa lêkoleran gotî: ji ber ku rapirsî û lêkolîn li ser nerîna giştî li Sûrya kêmin, wan ev rapirî ji cem xwe ve encam dan û ti aliyan ji wan daxwaz nekirye ku ew vê rapirsiyê encam bidin, herwiha gotî, wan bi vê rapirsiyê nerîna beşekî ji welatiyên Sûrî naskir, û diyar bû ku tenê 33 ji sedî ji wan welatiyan rejîma Esed ji bo parastina berjewendiyên wan başe. +Têzanîn ku ajansa Opînyon Rîsêrç Biznis taybete bi encamdana rapisînan li navçeyên şer û nakokiyan, û navenda wê li Londona paytexta Birîtaniya ye, berî niha jî di gel hikûmeta Birîtanî û a Emrîkî û Netewên Yekgirtî de gelek kar û rapirîs encam da ye. + +Amed (Rûdaw)- Li Amedê komeke bi navê Ciwanên Netewî yên Kurdistan ji bo piştgiriya amedekariyên îlankirina serxwebûna Kurdistanê çalakiyeke lidarxist û daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî. +Çalakî li ber AZC plazayê pêk hat û daxuyanî ji aliyê berdevka Ciwanên Netewî yên Kurdistan Bahtiyar Onen ve hate xwendin. +Onen di axaftina xwe de balê kişand li ser pêvajoya serxwebûna Kurdistanê û anî ziman ku ev pêvajo gelekî bi qrîtîk û dîroki ye. Divê ku rayedarên Başûrê Kurdistanê vê fersenda dîrokî baş bikarbînin û serxwebûna xwe îlan bikin. +Onen berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ";Niha perçeyekî Kurdistanê ji qeydên xwe rizgar dibe ev êdî rastiyeke. Ev aloziya ku niha li Iraqê rû daye, bûye sedema ku Hikumeta Herêma Kurdistanê sînorên xwe yên rewa bi dest bixine. Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistan piştgiriya biryara Hikûmeta Kurdistanê yê derbarê mafê çarenûsê (self-determînasyonê) dikin.’’ +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand ku gotara serowkezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî senaryo û tohmetên bê bingehin li dijî Herêma Kurdistanê. +Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de bo Tota Medyayî ya Rûdawê bersiva gefên Malikî li ser Herêma Kurdistanê da û got: ";Malikî pêgeha Herêma Kurdistanê berê û niha û paşerojê baş dizane, lewma êrîş dike û tohmet û axeftinên bê bingeh û ne lojîkî dike."; +Dizeyî ragihand jî ku Herêma Kurdistanê bi xwe qurbana terror û hikûmetên dêktator ên Iraqê ye û tu carî nabe cihê tûndûtîjî û terorê û diyar kir ku ji ber siyasetên şikestîxwar ên Malikî niha ";600 hezar welatiyên Iraqê reviyane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ji ber siyasetên taifî yên Malikî."; +Bi nêrîna Dizeyî, Malikî û stafê wî şikestin xwarin di hikumranî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de, herwiha nikarîn asayiş û aramiyê bo welatiyan peyda bike û ji aliyê siyasî ve jî îflas kiriye ";Lewa li ser tohmetbar kirin û dijatîkirina Kurdistanê berdewamin, Nûrî Malikî dixwaze şikestina xwe ya siyasî û ya leşkerî bixe stûyê Iraqê de û dixwaze bi canekî taifî vê rewşa niha ya tundûtîjiyê li ser milê xwe bide alî, ku sedema wê ya sereke Malikî bi xwe bû."; +Herwiha berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: ";Ne dibû Malikî daxuyaniyeke wiha himber Herêma Kurdistan û Hewlêrê bide, ji ber ku Herêma Kurdistanê û Hewlêr di serdemê opozîsyon û xebata dijî rejîma berê bibû penageh û cihê hewandina wî."; +Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de ku îro li Bexdayê pêşkêş kir dibêje ku ";ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin";. Herwiha got ku ";ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan";. +Malikî tekîd kir ku artêşa Iraqê hêzên xwe kom kirine û hewl dide di zûtirîn dem de wan cihan vegerîne ku artêşa Iraqê jê kişiyane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva daxuyaniya Nûrî Malikî da û ragihand ku Malikî kesekî bi hîstiriyayê ketiye û balansa xwe jidest daye û hemû hewlên xwe dike da ku şikestinên xwe bixe stûyê xelkê din de. +Serokwezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de ku îro li Bexdayê pêşkêş kir dibêje ku ";ew ranawestin heta ku hemû navçeyên ku ji bin destê wan hatine derxistin, vegerînin";. Herwiha got ku ";ew nikarin li hember wê yekê bêdeng bin ku Hewlêr bibe cihê terorîstan";. +Di vê barê de berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah di daxuyaniyekê de bersiva van gotinên Malikî de û got: ";Em li vê de ji Nûrî Malikî re radighînin ku cihê şanaziyê ye li cem Kurdistaniyan ku Hewlêr her dem penageha hemû xelkê sitemlêkirî bû û penageha te jî bû, dema ku tu ji dest dêktatroê berê reviya bû û niha jî xelik ji destê dêktatoriya te hatiye Hewlêrê."; +Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Mlaikî re tekez kir ku: ";Hewlêr ne cihê xelkê wek DAÎŞê ye, cihê DAÎŞan li cem te ye. Her ti bûyî te axa Iraqê û kelûpelê 6 firqeyên Artêşa Iraqê da dest DAÎŞê. Te ceneralên kevin ên Baesî li derdora xwe kom kirin û nikarîn yek demjimêrê jî bergiriyê bikin."; +Di daxuyaniyê de jî hatiye ku nih Malikî ";Çawa û bi çi rûyî tê û li ser ekranan ti axife, tenê em ji te re ninêjin daxwaza lêborînê li gelê Iraqê bike û kursiyê xwe bi cih bihêle ji ber ku te welat wêran kiriye û kesê ku welat wêran dike nikare wê ji krîzan rizgar bike."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku ligel çend pêşmergeyên xwe li Kerkûkê bi cih bûye, red kir ku li Kerkûkê ti postek wergirtibe. + +Roja 26.06.2014, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir. Li wir planeke qayîm a eskerî û ewlekarî ji bo parastina Kerkûkê hate danîn û birêvebirina wê planê jî kete stûyê Mihemed Hacî Mehmûd. Lê navborî got: ";Bi rastî haya min qet ji wê postê nîne ku dane min, wê rojê jî di civînê de cenabê kak Mesûd Barzanî behsa wê pirsê kir, lê min li ser wê pirsê tiştek negotiye û ez tenê wek pêşmergeyekî hatime sînorên Kerkûkê û wan deveran biparêzim."; + +Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê bi amajekirina ku vêga ti posteke wî li Kerkûkê nîne, got: ";Ez ne ji bo postan hatime, carên berê jî ez wek pêşmergeyekî hatibûm û her wek pêşmergeyekî jî li wê navçeyê mame û dimînim ji bo parastina Kerkûkê."; + +Mihemed Hacî Mehmûd qala hevahengiya navbera PDK û YNK li Kerkûkê kir û got: ";Qasî ku min dîtiye hevahengî heye, dibe ku kêşeyên piçûk hebin, lê hevahengî heye. Gava min serdana bereyan kir, hêzên hevbeş ji pêşmergeyên PDK û YNK pêk hatine."; + +Derbarê komên çekdar ên Şîa de ku vêga li Kerkûkê dirust bûne, got: ";Bi nerîna me hemû tişt divê di çarçoveya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de bê kirin. Çiku ew navçe vêga li jêr çavdêrî û desthilata pêşmerge de ye û parastina hemû pêkhateyên kurd, ereb, sunî, şîî û mesîhî di stûyê pêşmergeyan de ye."; + +Niha ji her demeke din bêhtir qala serxwebûna Kurdistanê û referendumê ji bo yekalîkirina çarenûsa navçeyên cihê nakokiyê tê kirin. Mihemed Hacî Mehmûd got: ";Referendum bê kirin da ku bê xuyakirin ku kurd dixwazin bi Iraqê re bimînin yan cuda bibin, ne ku tenê referendum li ser wê yekê bê kirin ku Kerkûk vegere yan venegere. Kerkûk vêga vegeriyaye û di aliyê eskerî û îdarî de di destê kurdan de ye."; + +Bi gotina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê: ";Madeya 140 li ser kêşeya axê bû ligel Iraqê û ji bo vegerandina navçeyên Kurdistanî bû ji bo hembêza Herêma Kurdistanê, vêga beşekî zêde ji wê axê ku tenê dora ji sedî 15 maye, hatiye vegerandin."; + +Bi dîtina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd: ";Ew navçe navçeyên Kurdistanî ne û êdî pêwîst nake ji niha bi şûn de em qala madeya 140 bikin, yan em bi navê navçeyên veqetandî û li derveyî îdareya herêmê û yan her têgeheke din bi nav bikin, lê vêga divê em ji wan navçeyan re bêjin navçeyên azadkirî yên Kurdistanê."; + +Baştirîn çareser ji bo rewşa niha ya Kurdistanê bi baweriya Mihemed Hacî Mehmûd konfederalî ye: ";Ji bo vê qonaxê dibe ku hêsantir û nermtir be û zûtir bê qebûlkirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) qedexekirina vegera sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro bo Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";roja duşemê 7/7/2014 asayişa deriyê Sêmalka bi hênceta ku biryara fermandariya giştî ya asayişê heye, nehişt sekreterê Partiya Yekîtî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe";. + +Di daxuyaniyê de, sekreteriya giştî ya ENKSê tevî şermezarkirina wî karî, got ku ";ev karên wiha nakokiyên heyî yên di navbera her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de zêdetir dikin";. + +Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî roja 7ê vê mehê di daxuyaniyekê de gotibû ku ";rêveberiya deriyê Sêmalka nehişt ku sekreterê partiya wan Îbrahîm Biro vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Îbrahîm Biro berî nêzîkî mehekê ji Rojavayê Kurdistanê derketibû û li Spanyayê tevlî ";Konferansa Qurtubayê"; bubû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Teqînek li rêveberiya polîsê hawarçûnê yê Kerkûkê li taxa Wasit çêbû û di encam de 5 kes birîndar bûn. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 8ê sibehê motorekî bombekirî li nav geraca polîsê hawarçûnê teqiya. + +Serhed Qadir got ku di encama teqînê de 5 polîs birîndar bûn û 7 otombîl jî şewitîn. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê wê îro pêncşemê 10/7/2014 bicive û hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre. + +Berdevkê rêveberiya kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";encûmena yasadanînê wê îro saet 10ê sibehê civîneke awaret li dar bixe û tê de hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre";. + +Encûmena yasadanînê berî niha ragihandibû ku ";dadgeha bilind a destûr"; a girêdayî rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma Cizîrê roja sêşemê 8/7/2014 navê namzedên hevserokatiyê pêşkêşî encûmenê kirin. + +Encûmenê yasadanînê di 19ê hezîranê de deriyê namzediya ji bo hevserokatiya kantona Cizîrê vekiribû û roja 29ê hezîranê deriyê namzediyê girtibû. + +Li gor zaniyariyan, tenê 2 kesan xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed kiriye û ew jî şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham û rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Hediye Yûsif in. + +Rêveberiya kantona Cirîzê yek ji wan her sê rêveberiyane ku di dawiya meha çile ya borî de li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi van rêveberiyan nake. +Hewlêr (Rûdaw)- Bi biryara serokatiya Herêma Kurdistanê û wek helwestekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Herêma Kurdistanê, wezîrên Kurd tevlî civîna îro ya encûmena wezîrên Iraqê nabin. + +Wezîrê koç û koçberan ê Iraqê Dîndar Doskî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";serokatiya Herêma Kurdistanê biryar daye wezîrên Kurd venegerin Bexdayê, em jî venagerin û tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nabin";. + +Doskî herwiha got ";Emê îro pêncşemê saet 11 li mala cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys kongreyeke rojnamevaniyê li dar bixin û helwesta xwe rabigihînin";. + +Derbarê wê yekê de ku hemû wezîrên Kurd dê wê biryarê bi cî bikin yan na, Dîndar Doskî got ";Ez bi xwe pêgirê wê biryarê me û hêvîdarim hemû wezîrên din jî pêgirê wê biryarê bin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Sekretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê îro pêncşemê saet 11ê sibehê li Qamişlo bicive. + +Endamê sekretariya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ENKSê nameyek ji encûmena yasadananî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Cizîrê wergirtiye ku derbarê xizmta leşkerî ya icbarî de ye. + +Meşayix diyar kir ku sekretariya ENKSê dê bicive û vê nameya û mijara leşkerkirina icbarî gotûbêj bike û helwesta xwe derbarê vê yekê de aşkere bike. + +Meşayix herwiha diyar kir ku di civînê de wê pêşhatên herî nû mîna rewşa dawî li herêma Kobanî û civînên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bên guftogokirin. + +Encûmena yasadananê ya kantona Cizîrê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî amade dike û dê di rojên bê de vê projeyasayê gotûbêj bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re bicivin, ber bi Îmraliyê ve birêketin. + +Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder ji bo bi Ocalan re civînekê pêk bînin îro sibehê çûn girava Îmraliyê. + +Tê pêşbînîkirin Ocalan derbarê yekîtiya Kurdan de û rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê yekîtiyê de û herwiha derbarê Rojavayê Kurdistanê de nameyekê ji Barzanî re bişîne. + +Di hevdîtinê de dê herwiha li ser rewşa niha ya pêvajoya aştiyê û projeyasaya pêvajoyê de jî gotûbêjan bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî daxwaza ji hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bê qeyd û şert li hev bicivin. + +Komîteyê daxuyaniyek derbarê êrîşên DAÎŞê yên li dijî herêma Kobanî û herwiha rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de derxist û tê de ragihand ku ";Em bi yekîtiya neteweyî dikarin Kobanî û tevahiya Rojavayê Kurdistanê biparêzin";. + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî ew êrîş bi tundî şermezar kir û got ";Êşên miletê me yê Rojava êşên me ne û serkeftinên wan jî serkeftinên me ne";. + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî bang li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê kir ku ";Desteya Bilind a Kurd (DBK) li gorî rewşa heyî û li ser bingeha yekgirtinê bê nûkirin";. + +Herwiha ji PYDê xwest ku ";dest ji îdareya yekpartîtiyê berde û ligel hemû hêzên siyasî yên Rojava bê qeyd û şert ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bicive û hewcadariyên yekitiyê pêk bîne";. + +Komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî herwiha got ku divê PYD dev ji îdareya ";yekpartîtiyê"; berde û ligel hemû hêzên siyasî yên Rojava bê qeyd û şert ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bicive û hewcadariyên yekitiyê pêkbîne. Herwiha got ku ";divê hêzên li derveyî PYDê jî di vê derbarê de bê qeyd û şert hemû berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cîh bînin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentrê Ormiyê yê di Parlamentoya Îranê de Abid Fetahî car din helwesta xwe tekîd kir ku ew bi ti awayekî serxwebûna Kurdistanê ";qebûl nakin";. + +Abid Fetahî ji ajanseke navxweyî ya Îranê re got ";Misilman bi ti awayî serxwebûna Kurdistanê qebûl nakin";. + +Fetahî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";axa Iraqê bi temamî ya hemû misilmanan e"; û serxwebûna Kurdistanê jî wek ";pilana Amerîka û Îsraîlê"; bi nav kir. + +Parlamenterê Ormiyê ";Kurdistanê wek navçeyeke hestiyar li rojavayê Asyayê"; da naskirin û got ";Wek çawa em misilman îtîrafê bi dewleta Îsraîlê nakin emê herwiha îtîrafê bi Dewleta Kurdî jî nekin";. + +Abid Fetahî bal kişand ku yekemîn welatê ku piştgiriya ragihandina Dewleta Kurdî kir Îsraîl bû û got ";Em vê yekê qebûl nakin";. +Kobanî (Rûdaw)- Li gundê Çarqilê li rojhilatê herêma Kobanî şer û pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de didome. Di wî şerî de şervanekî YPGê şehîd bû û çend çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin. + +Li gor daxuyaniya navenda ragihandina YPGê, çekdarên DAÎŞê duh êrîşî gundê Çarqilê kirin û di encam de şer navbera wan çekdaran û şervanên YPGê derket. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di şerê li gundê Çarqilê de ";gelek çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û şervanekî YPGê bi navê Qehreman Kobanî jiyana xwe ji dest da";. + +Navenda ragihandina YPGê herwiha got ku ";ji şeva borî de çekdarên DAÎŞê bi tank û topan gundê Kobirlek li rojhilatê Kobanî topbaran dikin û heta niha ev topbaran berdewam dike";. + +Duh jî YPGê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di şerê rojên sêşem û çarşemê de li rojhilatê Kobanî 12 şervanên YPGê şehîd bûn û 100 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Roja duşemê jî 4 şervanên YPGê di encama teqîneke xwekujî de jiyana xwe ji dest dan. +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvana Kurd Hediye Yûsif û şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham bûn hevserokên kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro civîneke awarte li bajarê Amûdê li dar xist û tê de Hediye Yûsif û Hemîdî Deham wek hevserokên kantonê hilbijartin. + +Di civînê de, her yek ji Hediye Yûsif û Hemîdî Deham sûnda yasayî xwarin. + +Piştî sûndxwarinê, hevserokên kantona Cizîrê gotinên xwe pêşkêşkirin û ragihandin ku ewê ";kar bikin ji bo ku aştî û biratî di navbera pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê de hîn zêdetir belav bibe";. + +Hediye Yûsif û Hemîdî Deham herwiha diyar kirin ku armanca wan ne ewe ku ji Sûriyê vetqetin û dewleteke serbixwe ava bikin. + +Hemîdî Deham kî ye? + +-Şêxê eşîreta Şemer a Ereban e + +-Di sala 1941ê de li gundê Um Kêf ê girêdayî bajarokê Til Koçer ji dayik bûye + +-Bawernameya wî ya amadeyî heye + +-Di serhildana Rojavayê Kurdistanê li sala 2004an de piştgiriya Kurdan kiribû + +Hediye Yûsif kî ye? + +-Di 7ê tebaxa 1972yan de li gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarê Dêrikê ji dayik bûye. + +-Seroka Yekîtiya Star a ser bi Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) bû. + +-Di 16ê nîsana 2010an de li Efrînê hatibû girtin. + +-Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî 3 salan di zindanên rejîmê de girtîbû. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik tekez dike ku gerîlayên PKKê çekên xwe dananin. + +Cemîl Bayik di gotarekê de dibêje ku ";gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ti caran êrîşî ti kesî nekiriye, lê bêdengiyeke mezin ji aliyê hêz û dewletên herêmî û yên cîhanî li hember êrîşên li ser wan heye";. + +Bayik diyar dike ku ";heta gelê Kurdistanê negihêje azadî û demokrasiya xwe û bi êrîşan re rûbûrû bin, ew çekan dananin û kesên ku dibêjin gerîla wê çekên xwe deyne xewinan dibîne";. + +Hevserokê KCKê tîne ziman ku ";Tirkiyê ne tenê li nav welatê xwe li ser Kurdan siyaseta antîdemokratîk dimeşîne, lê li derve jî heman siyasetê bi ser gelê Kurd birêvedibe";. + +Bayik Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku ";piştgriya çeteyan li dijî Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze gelê Kurd li wê derê bi wan hêzên qirêj bitewînin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê perçebûnê naxwazin lê pêwîste mafên xwe yên neteweyî bistîne. + +Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş îro di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku ";eger Kurdên Bakurê Kurdistanê perçebûna Tirkiyê bixwestana ew nedikirin namzedê serokomariyê";. + +Demîrtaş herwiha tekez kir ";wan ti bazartî bi AKPê re nekirine ku ewê di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgiriya û namzedê AKPê Receb Teyib Erdogan bikin";. + +Hevserokê HDPê destnîşan kir ku ";pereyên ku AKPê li ser kampaniyên hilbijartina Erdogan xerc dikin bi sed qatan ji pereyên ku ew li ser kampaniya xwe xerc dikin zêdetir û li vê derê bêdadiyeke mezin heye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, Ahmet Turk êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî xelkê herêma Kobanê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. + +Ahmet Turk di hevpeyvîneke rojnamevanî de balkişand ser şer û pevçûnên li derdora herêma Kobanî di navbera YPG û DAÎŞê de û got: "Eger ez ciwan ba, ezê biçûma Kobanê û di nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAÎŞê minê şer bikira." + +Herwiha Turk ragihand ku pêgeha Kerkûkê li cem Kurdan çibe ";Divê ya Kobanê jî wiha be."; + +Hevşaredarê Mêrdînê bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû rêxistinên Kurdan kir ku ";Nakokiyên xwe yên siyasî danin aliyekî û dest bidin hev di berxwedana Kobanê de."; + +Ahmet Turk diyar kir jî ku ";Eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û ez dui temenê xortaniyê de ba ezê biçûbama Kobanê, û li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên kujer, minê şer bikiriba." + +Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî di sînorê daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin û divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire. + +Turk herî dawî got "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya kurdan kir ku di nava feraseta yekîtiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrên Kurd li Bexdayê ragihandin ku êdî ewê tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nebin. + +Wezîrên Kurd li Bexdayê îro di kongreyeke rojnamevaniyê de boykotkirina civînên encûmena wezîrên Iraqê ragihandin. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys di kongreyê de got ";Niha Iraq di krîzeke gelek metirsîdar re derbas dibe û rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê û paşmayên baesiyan tê, lê serokwezîrê Iaqê gefên tund li Herêma Kurdistanê dixwe û bi cihê teror û navenda DAÎŞê bi nav dike";. + +Şaweys herwiha got ";Ji ber vê yekê em wek wezîrên Kurd hemû civînên encûmena wezîrên Iraqê boykot dikin û êdî em tevlî civînan nabin";. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ev rewşa niha di rêya rêkeftina navbera aliyên siyasî re tê çareserkirin. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî duh çarşemê di gotara xwe ya heftane de Herêma Kurdistanê tometbar kir ku ";bûye navendek ji bo civînên terorîstan";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hewldana Partiyeke Kurdistanî, piştgiriya xwe li hember biryara referandomê ya ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihandiye û ev yek li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz kiriye û ji hemû kurd û Kurdistaniyan xwestiye, pişta vê gava dîrokî bigirin. + +Komîteya Amadekar a Hewldana Partiyeke Kurdistanî, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, hewlên Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bona destnîşankirina roja referandomê ya ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê û cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê wek gaveke dîrokî nirxandiye û ev yek li Barzanî û hemû gelê kurd pîroz kiriye. + +Naveroka daxuyaniyê wiha ye: + +";Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî, +Em piştgiriya referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin +Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî Parlemena Kurdistanê civiya. Parlemena Kurdistanê dê demekê tesbît bike ku ji bo li Kurdistanê referandomeke ji bo serxwebûnê bê lidarxistin.Herweha ji bo pêkanîna maddeya 140ê jî dê referandomek din pêk were. Em bi hestên Kurdistanî pêşewaziya van her du biryarana dikin. +Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî ,bi hemahengi û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryarana dikin. Serxwebûn mafê miletê me yê rewa ye. Êdî ti qanûn û şert û merc nikare vê niheqiya navneteweyî berdewam bike. Êdî ev kirasa ji miletê me re û her weha ji rastiya herêmê û dinê re teng tê. Em li her çar perçeyên Kurdistanê mafê çarenûsê ya miletê Kurd, mafê dewletbûna Kurd û Kurdistaniyan diparêzin. +Hewldana Partiyeke Kurdistanî bi hemû coş û hestên xwe yên Kurdistanî piştgiriya biryara referandomaserxwebûnê dike.Emê bi rêzdarî pêşewaziya biryar û îradeya gele xwe bikin. +Piştgirîkirina vê gava dîrokî wekî wazîfeyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyane. Ji bo piştgirî û lêxwedîderketina vê gava birayên me yên başûr, em bangî hemû hêzên neteweyî dikin ku çalakiyan li dar bixin.Roj roja yekitiyê û lêxwedîderketina dewleta me ya Başûrê Kurdistanê ye. +08.07.2014 +Bijî yekitiya hêzên neteweyî +Bijî mafê çarenûsi ya miletê Kurd +Bijî Kurdistan"; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand ku ew ji biryara referandomê paşde venagerin û li ser vê yekê ji ti kesî jî destûrê nastînin. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya. +Di civînê de ku bi mebesta şirovekirin û ragihandina bûyer û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat sazkirin, Barzanî behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha ";bihêztirbûna terorîstan"; kir û ev yek wek metirsiyekê nirxand. +Barzanî wiha got: ";Şerê li dijî terorê pêwîstî bi hewlên hevbeş ên navdewletî ye û niha jî çekdar û terorîstan ji Reqqaya Sûriyê heta nêzîkî Bexdayê xistine bin kontrola xwe."; +Li gorî daxuyaniya civînê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî diyar kir, piştî ku artêşa Iraqê li hember DAIŞê şiket Malikî ji bona veşartina wê şikestê dixwaze tohmetên bêbingeh li Herêma Kurdistanê bide, ev jî di demekî de ye ku berpirsê têkçûna rewşa Iraqê serokwezîrê Iraqê bixwe ye. +Li ser gef û tohmetên ku Malikî li dijî Hewlêrê avêtiye holê, Barzanî têkez kir ku Hewlêrê her dem cihê wan welatî û mexdûran bûye ku ji destê dîktatoriyê reviyane û niha jî nêzîkî milyonek û 200 kesan reviyane Herêma Kurdistanê û wiha anî ziman: ";Li şûna ku Malikî erkên xwe li hember vê rewşê bicîh anîba û spasiya Herêmê kiriba û behsa alîkariyê kiriba bi vî rengî tohmetan li Herêma Kurdistanê dide."; +Serokê Herêma Kurdistanê, li ser wê tohmeta ku tê gotin Kurdistanê Iraq perçe kiriye ragihand ku binpêkirina destûrê, siyaseta dîktatoriyê, despotism û piştguhxistina gelên din Iraqê perçe kiriye nek Kurdistanê, jixwe destûr bi awayekî vekirî behsa vê yekê dike ku pêbendî bi destûrê yekitiya xaka Iraqê diparêze û rayedarên Bexdayê bi dehan caran destûr binpê kirine."; +Derbarê siyaseta Herêma Kurdistanê li hember rewşa nû de jî Barzanî got, piştî bûyerên Mûsilê û kirîza nû, Herêma Kurdistanê bi du şêwazan kar dike; ya yekê ew e ku alîkariya birayên şîe û sunnî dike da ku arîşeyan xwe çareser bikin û pêvajoya siyasî biser bikeve, ya din jî rijdbûna li ser destnîşankirina mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê jî mijûlî dîtina rê û rêbazên cîbicîkirina vê yekê ye. +Mesûd Barzanî, her wiha têkez kir ku ji vê biryarê paşde venagere û gelê Kurdistanê jî ji bona diyarkirina qedera xwe ji ti kes û aliyekî destûrê nastînin. +Li ser madeya 140 a destûra Iraqê û Kerkûkê jî Barzanî got, hêzên Pêşmerge ji bona parastina xak û gel li hember êrişên terorîstan li wan deveran hatine binecîhkirin û ti carî jî venakişin. +Barzanî li ser qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî got, tenê qonaxa referandomê maye û emê hurmeta ra û îradeya gelê wan deveran bigirin û emê hewl bidin Kerkûk bibe sembola pêkvejiyana netewî û ayînî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li ser destwerdana hêzên derve bi taybet helwesta Îranê li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, ti dewleteke herêmî û cîhanî nikare destê xwe bixe nav karên Kurdistanê û li şûna gelê Kurdistanê biryar bide û ji Îranê jî xwest, rastiya gelê Kurdistanê fêm bike. + +KNKê di daxuyaniyekê de li ser helwesta Îranê ya li dijî ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihnad, dewletên dagîrker her dem pirensîbên gerdûnî binpê kirine û jibilî înkarkirin û serkutkirina gelê kurd li wan beşên Kurdistanê yên di bin destê wan de ne, her dem hewl dane destê xwe bixin nav karên perçeyên din. Rêjîma Îranê jî mîna Tirkiye û rêjîmên serkutker û dagîrkerên Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê hewl daye xwe bi ser kar û xebata hemû perçeyan de bisepîne û ji ber vê jî di êrişkirin, gefxwarin, derxistina nakokiyan di nav kurdan de çi ji destê wê hatiye kiriye. + +Di daxuyaniyê de li ser helwesta Îranê ya li hember serxwebûn Kurdistanê wiha hatiye gotin: ";Eger Îran birastî alîgirê aramî û ewlehiyê ye û eger dixwaze li nav gelên herêmê de dostanî hebe divê beriya her tiştekî dest ji siyaseta serkutkirin û nemirovane ya li hember gelê Kurdistanê berde."; + +Di beşek din a daxuyaniya KNKê de hatiye ragihandin ku divê êdî Îran vê yekê fêm bike ku bi înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û terorkirina siyasetmedar, çalakvan û mirovên sivîl û kolberan li ser sînor û komkirina hêzên leşkerî li deverên Kurdistanê û topbarankirina welatiyên kurd aramî ji Îranê re hasil nabe. Serhildana beşek ji gelên Rojhilata Navîn li dijî rêjîmên serkutker û dîktator mînakek zindî ye li ber çavên Îranê û divê Îran ji vê yekê ders derbixe. Çimkî gelê kurd û gelên din ên herêmê wiqasî hişyar bûne ku êdî siyaseta dujmintiyê, bêdadiyê û zulmê qebûl nakin. + +Di daxuyaniyê de ji gelê kurd û partiyên siyasî yên Kurdistanê hatiye xwestin ku divê di demek kurt de bibin yek û xwe organîze bikin. + +KNKê, ku navenda wê li Ewropayê ye, di dawiyê de ji rêjîma Îranê û rêjîmên din dixwaze ku divê vê rastiyê qebûl bikin û li gorî wê gav bavêjin çimkî eger wisa nebe gelê Kurdistanê dê hemû rêbazên xebat û xweparastinê yên rewa bide pêşiya xwe. + +Tê zanîn, Îranê heta niha gellek caran dijîtiya xwe li hember serxwebûna Kurdistanê aniye ziman. + +Libnan (Rûdaw) - Remezaneke nû bi ser penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Libnanê derbas dibe, lê ev Remezan ne weke ya par û berî wê ye. Remezana îsal bi ser wan de tê, ku rewşa kar û xebat û ewlehiyê li Libnanê têk çûye, ji ber teqînên vê dawiyê, ku bandora wan gihiştiye jiyan û xebata xelkê ya rojane. Bi vê yekê, gellek penaberên Roajavayê Kurdistanê jî, gazindan ji nebaşbûna danûnstandina libnaniyan li gel wan, dikin. + +Penaber dibêjin ku ji ber vê rewşê, gelek ji wan bêkar mane, yan jî karên wan kêm bûye, û ew di vê remezanê de, bi zorê dikarin gepa nanê xwe peyda bikin, û malbatên xwe xwedî bikin. + +Hin penaberên din jî, derdên wan ên wekî din heye. Hin ji wan di remezanê de, hestên bêrîkirinê li cem wan zêde dibe, û dixwazin ku îro berî sibe ji biyaniyê rizgar bibin, û di nava xizm û xelkên xwe de, atmosfîra rojiyê biborînin. + +Libnanê yek ji wan welatan e ku bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê lê bi cih bûne. Penaberên kurd bi giştî li wir karker in û di pîşeyên destan de dixebitin. Penaber dibêjin ku bi guhertinên vê dawiyê, rewşa wan jî, wêran bûye, û ew nizanin ka di pêşerojê de, çi tê pêşiya wan. + +Ev ne remezana yekem e ku penaberên Rojavayî li vir derbas dikin, lê belê ev remezana yekem e, ku ew tê de rastî van zehmetiyan tên; Weku nebûn an jî kêmbûna kar, û nebaşbûna danûstandina libnaniyan li gel wan, weku dibêjin. + + +Dihok (Rûdaw) - Penaberên Rojavayê Kurdistanê ku jimareke mezin ji wan êdî bi xwe kar dikin û pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dikin, hinek caran nikarin heqdestên xwe ji xwediyên kar bistînin ji ber vê jî bigazind in. + +Sendîkeya Karkerên Kurdistanê xwe li hember karkeran berpirsiyar dibîne û doz dike ku karker hişyarî xwe bin û dema arîşeyek rastî wan hat tê bi sendîkayê re bikevin nav pêwendiyê... + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê îro 3yemîn kongreya xwe li paytexta Tirkiyê Enqerê destpêkir. + +Di bin diruşam ";Bi Xweseriya Demokratîk Jiyana Azad Ava Dikin"; îro saet 10ê sibehê BDPê kongreya xwe ya 3yemîn li dar dixe. + +Tê pêşbînîkirin ku her yek ji Kamuran Yuksek û Emîne Ayna bibin hevserokên BDPê, her wiha dê 60 endamên rêveberiya partiyê, 30 jin û 30 mêr, jî di kongreyê de bên hilbijartin. + +Nûnerê komîteya amadekar a 3yemîn kongreya BDPê Kamuran Yuksek derbarê kongreyê de ji rojnamevana re aşkere kir ku nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan şandiye dê bê xwendin. + +Yuksek ragihand ku BDPê dê modelek nû ji xweseriya demokratî li Kurdistan û Tirkiyê ava bike. + +Berî niha parlamenterên BDPê li ser daxwaza Ocalan tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. + +Herwiha li ser daxwaza Ocalan dê BDPê di vî kongreyî de navê xwe biguhere û li bendê ye ku navê partiya navborî bibe ";Partiya Herêmên Demokratîk (PHD)"; lê kurteya wî navî dê di Tirkî de her ";BDPê"; bimîne. + +Biryar bû roja 08.06.2014 BDPê kongreya xwe lidarxistiba, lê di wê demê de birayr hatibû dayîn ku ew kongre heta roja 15 hezîranê bê paşxitin, lê di wê demê de jî bo cara 3yem hatibû paşxistin. +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî li Rojavayê Kurdistanê red dike û endamekî wê dibêje ew proje ";biryara rejîma Sûriyê ye";. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê duh li bajarê Qamişlo civiya û nameya ku encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ji ENKSê re şandiye û tê de jê xwestiye helwesta xwe derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî de zelal bike, gotûbêj kir. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Beşar Emîn ku di civînê de beşdar bû, derbarê wê projeyasayê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Ew projeyasa nakeve xizmeta berjewendiyên Kurdan û armanc jê ewe ku herêmên Kurdan vala bibin. Ew projeyasa biryara rejîma Sûriyê ye";. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, ENKSê wê derbarê vê projeyasayê de nameyekê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Enûcmena Gel a Rojavayê Kurdistnê (EGRK) bişîne. +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî şeş mehan ji birrîna budceya wê ji hêla Bexdayê, pereyên nakit ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi kêmbûnê diçin. Berpirsên Kurd firotina petrolê ji bo dabînkirina budceyê, firehkirina zeviyên petrolê û kêmbûna baweriya bi hikûmeta navendî ya Bexdayê wek amrazekî bikar tînin ji bo rakişandina çavkaniyên mewdanî ji civaka navneteweyî. + +Hefteya borî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ji ajansa Reuters re ragihand: ";Em pêşbînî dikin ku rêjeya hinardekirina petrola me bibe 1 milyon bermîlên petrolê di dawiya sala 2015 de."; + +Gellek zeviyên petrolê yên mezin li navçeyên veqetandî, wek zeviyên petrolê yên Kerkûkê, niha di bin desthilata kurdan de ye. Ev jî dibe hîmê zêdekirina serweta petrolê û kişandina bala veberhênerên navneteweyî. + +Yek ji astengiyên li pêşber hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdekirina şiyana boriyên xwe yên petrolê ye ku niha tenê şiyana wan a hinardekirina 300 hezar bermîlan di her rojekê de heye. Pisporên petrolê dibêjin pêwistiya Herêma Kurdistanê bi hinardekirina 450 hezar bermîlên petrolê di her rojekê de heye ji bo qerebûkirina pişka xwe ya budceyê ku ji hêla Bexdayê hatiye qutkirin. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda li ser kêşeya hinardekirina xaz û petrolê di nakokiyê de ne. Du encamên çaverêkirî hene: yekem, hikûmeta Herêma Kurdistanê moleta fermî ji Bexdayê werbigire ji bo hinardekirina petrola xwe bi awayekî serbixwe. Duyem, yan herdu alî negihin ti peymanekê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldana wergirtina pêşekiya pereyên hinardekirina karwanên xwe yên petrolê ji kiryarên navneteweyî dide. + +Di egera duyem de divê kiryar girewa rûbirûbûnê li dijî hikûmeteke iraqî ya bihêz piştî vê qeyranê bikin û gefên Bexdayê derbarê firotina petrola Kurdistanê bê razîbûna hikûmeta iraqî piştguh bikin. + +Berî kontrolkirina Mûsilê ji hêla Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), Bexda dozeke yasayî li dijî Tirkiyê tomar kir, ji ber avakirina boriya petrolê ji bo guhastin û firotina nefta Kurdistanê bêyî razîbûna Bexdayê. + +Her çiqasî nayê pêşbînîkirin ku ev mijar di demeke nêzîk de bê behskirin jî, lê berpirsên Iraqê gefa xistina lîsta reş a her welatekî dikin ku bêyî razîbûna Bexdayê petrolê ji Kurdistanê bikirre, ev jî dibe ku redkirina wan kiryaran be ji bo hilberîna li zeviyên petrolê yên başûr. + +Weha xuya dike ku piştî kontrolkirina Mûsilê ji hêla çekdaran, kêmtir tirsa kiryaran ji gefên Bexdayê hebe. + +Li gor gotina berpirsên kurd û tirk, niha 200 milyon dolar dahata hawirdekirina petrola wan boriyan gihiştine banka Halk a Tirkiyê, lê navê kiryaran nehatine aşkerekirin. Yekemîn karwanê wê petrolê gihişte Îsraîlê ku, qet li dozên yasayî yên hikûmeta Iraqê mikur nayê. + +Ji ber nebûna peymanekê yan hevkariya navneteweyî, pêwîste firotina petrola kurdan bê zêdekirin. Di şeş mehên borî de, hikûmeta Bexdayê ti butçeyek neşandiye Herêma Kurdistanê, lewma 200 milyon dolar tibabeke pirr kêm e ji bo qerebûkirina qerzên Herêma Kurdistanê. + +Piştî qeyranan, rola çend faktoran hebû di zêdekirina xerciyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Gihiştina bi kêmanî 300 hezar penaberên Mûsilê bû sedemê kûrkirina qeyrana mirovî li Kurdistanê ku niha hejmareke pirr zêde ya penaberên sûrî û parêzgeha Enbarê lê hene. + +Niha divê pêşmerge dora 1000 kîlometran ji sînorê Kurdistanê li hember DAIŞ biparêzin. Piştî kontrolkirina navçeyên veqetandî ji hêla pêşmergeyan, niha rûbera Herêma Kurdistanê bi rêjeya dora ji sedî 40 zêde bûye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê muçeya mehane bide û xizmetguzariyên seretayî û aramiyê li wan navçeyan dabîn bike. + +Şêwirmendê berê yê NY li Iraqê Gares Stansfield dibêje dibe ku ew faktor xerciya mehane ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin 1.5 milyar dolar. Tevî zêdekirina van xerciyan, Stansfield geşbîn e ku hevbeşên navneteweyî û herêmî rê nadin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li îflasê bide. + +Li gor gotina Stansfield, qeyran dibe sedemê ";nêzîkkirina Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê."; Pêwistiya Tirkiyê bi piştrastkirinê heye li ser berdewamiya hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo misogerkirina pêdiviyên xwe ji enerjiyê. + +Stansfield got: ";Pêwîst e Amerîka mehane 1.5 milyar dolaran bide Kurdistanê, yan rê bidin ew bi xwe pereyan zêde bike ku 100 milyon dolar e ji bo her keştiyeke petrolê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e ku serokê Herêma Kurdistanê navê wî aliyê kurd aşkere bike ku dê posta serokomarê Iraqê werbigire. YNK jî li ser Malikî bûye ";du parçe."; + +Di vî warî de jî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsên pênc partiyên Kurdistanê yên sereke civiya. + +Sekreterê polîtbîroya PDK Fazil Mîranî qala beşekî ji ajendaya wê civînê kir û aşkere kir ku qala Malikî û posta serokomarê Iraqê tê de hatiye kirin: ";Her pênc partî li ser rakirina Malikî û danîna kesekî din ê Şîa di posta serokwezîrê Iraqê de yekdeng bûn."; + +Lê Nûrî Malikî bi fermî ragihandiye ku ti kes û aliyek nikare rê li ber wî bigire da ku xwe ji bo gera sêyem namzed bike. + +Fazil Mîranî got: ";Biryar e di demeke pirr nêzîk de Barzanî navê wî aliyê kurdî yê ku posta serokomarê Iraqê werdigire eşkere bike."; + +YNK dixwaze ji bo gera sêyem posta serokomarê Iraqê werbigire. Di du gerên borî de, sekreterê giştî yê YNK Celal Talebanî li ser kursiyê serokomarê Iraqê rûniştibû. + +Li gor Mîranî, vê carê jî posta serokomarê Iraqê dibe para YNK. + +Heta niha di nav YNK de her yek ji Berhem Salih, Necmedîn Kerîm û Fûad Masûm namzedên posta serokomarê Iraqê ne. Lê YNK hêj xwe yekalî nekiriye ku kî bişîne dewsa Talebanî li Bexdayê. + +Şêwirmendê polîtbîroya YNK Dilşad Ebdilrehman diyar kir ku ";şansê"; cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNK Berhem Salih, zêdetir ku wê postê werbigire û got: ";Berhem Salih ji bo posta serokomarê Iraqê baştir e."; + +Lê YNK heta niha helwesta xwe ya fermî li ser man yan nemana Malikî ji bo gera sêyem ranegihandiye. + +Endamê polîtbîroya YNK Azad Cundyanî bi rêya nivîsandina nameyekê ji bo polîtbîroya YNK qala hebûna ";du baweriyan"; di polîtburoya YNK de dike û dibêje: ";Beşek ligel e ku bi Malikî û Bexdayê re li hev bikin. Beşê din jî piştevaniya yekrêziya gelê kurd dikin";. + +Cundyanî hişyarî jî da ku ";têkdana yekrêziya kurdan"; ziyanê digihîne hemû aliyan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, nameya Cundiyanî nakokî di polîtbîroya YNK de çêkiriye. Bereya ku dixwaze ligel Bexda û Malikî li hev bike û Necmedîn Kerîm rêberiya wê dike gotine nabe ew her tiştî qebûl bikin ku PDK û Barzanî qebûl nakin. + +Azad Cundyanî jî di wê civînê de axiviye û û gotiye: ";Nabe her tişt weha bê ravekirin ku di berjewendiya Barzanî û PDK de ye, ji xwe YNK xwîn nerijandiye da ku îro li dijî yekrêziya gelê kurd be. Me çi xêrek ji Malikî dîtiye?";. + +Li gor çavkaniyên Rûdawê, di civîna polîtburoya YNK de, li ser yekrêziya kurdan û piştgiriya Malikî kêşe derketiye. Endamê polîtburoya YNK Omer Fetah berê xwe daye endamên polîtburoya YNK, bi taybetî ewên ku piştgiriya Malikî dikin û dibêjin bila YNK bi Malikî re li hev bike, û gotiye: ";Her kesê ji xeta yekrêziya Kurdistanê derkeve xayîn û caş e";. + +Li ser naveroka wê civînê şêwirmendê polîtburoya YNK Dilşad Ebdilrehman qala helwestên Omer Fetah kir û got: ";Bi nerîna kak Omer yekrêziya gelê kurd li ba YNK hêla sor e";. + +Derbarê helwesta YNK li ser Malikî ku gelo piştgiriya wî dikin ji bo gera sêyem bimîne, Dilşad Ebdilrehman qala helwesta Omer Fetah dike û dibêje: ";Nerîna kak Omer weha ye wek YNK hêla sor li ser Malikî nebe, lê ger kurd bi hevdengî Malikî red bikin, YNK jî ji wê hevdengiyê dernekeve";. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, ew xeta ku di YNK de ligel yekrêziya gelê kurd in û dibêjin nabe YNK ji wê xetê derkeve, Berhem Salih, Azad Cundyanî, Şêx Cefer, Mehmûd Sengawî, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Rizgar Elî û Ednan Muftî ne. Lê ew xeta ku piştgiriya Malikî dike, Necmedîn Kerîm, Adil Murad û ewên ku li ser Kerkûkê ne";. + +Helwêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, şermezar dike. + +Hevpeymaniya opozîsyonê daxuyaniyek derbarê êrîşên ku ev zêdetirî heftiyekê ye ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li ser navçeyên li rojhilat û başûrê Kobanî tên kirin, belav kir. + +Di daxuyaniyê de, hevpeymaniya opozîsyonê dibêje ku ";ev zêdetirî heftiyekê ye herêma Kobanî û gundên li rojhilatê wê rastî êrîş û topbarana çekdarên DAÎŞê tên ku di encam de çend sivîl şehîd bûne û çend sivîlên din jî birîndar bûne";. + +Hevpeymaniya opozîsyonê bale dikişîne ser girtina zêdetirî 140 xwendekarên zarok ên herêma Kobanî ku li bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin. + +Hevpeymaniya opozîsyonê êrîşîn DAÎŞê li ser herêma Kobanî şermezar dike û tekîd dike ku ";ew li dijî tawanên DAÎŞê ye yên ku derheqê gelê Sûriyê pêk tîne";. + +Her di daxuyaniya xwe de, hevpeymaniya opozîsyonê diyar dike ku ";ew piştgiriya hemû hewldanên hevbeş dike ji bo parastina sivîlên li herêma Kobanî tên dayîn";. +Amed (Rûdaw)- Di doza KCKê ya Amedê de siyasetmedarên Kurd Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun serbest hatin berdan û di dozê de girtî neman. + +Rûniştina doza sereke ya KCKê ku jê 2 girtî û bi giştî 175 siyasetmedar tên darizandin, di 2yemîn dadgeha cezayê giran a Amedê de hat dîtin. + +Her du siyasetmedar û parêzerên wan beşdarî rûniştina dadgehê bûn û parêzeran xwestin ku muwekilên wan bên berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di rûniştinê de desteya dadgehê biryar da ku Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun serbest bên berdan. + +Bi vê yekê jî di doza KCKê ya Amedê de hemû kes serbest hatin berdan û ti girtiyên wê dozê di zindanê de neman. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan name ji serokomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandin û xwest kongreya neteweyî ya Kurd bilez pêk were. + +Duh pêncşemê, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyal Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder serdana girava Îmraliyê kirin û hevîdtin ligel Ocalan pêk anîn. + +Di hevdîtinên de Ocalan 2 name şandin, yek ji bo Talebanî û ya din ji bo Barzanî. + +Derbarê her du nameyan de, Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Talebanî de li rewşa wî pirsiye û ";keyfxweşiya xwe aniye zimane ku tenduristiya Talebanê ber bi başiyê ve diçe";. + +Onder ji malpereke nêzîkî PKKê re got ku ";Di her du nameyan de Ocalan destnîşan kiriye ku bûyer û pêşketinên dawî wiha dixwazin ku kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan bilez pêk were";. + +Bi gotina Onder, Ocalan xwest ";hewldanên di mijara kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan de demek ji ya din zûtir biçin serî";. +Enqere (Rûdaw)- Li Enqerê, ciwanên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) êrîşî ekîba Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û qedexekirin ku ew beşdarî kongreya BDPê ya asayî bibin. + +Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî diyar kir ku ";wan serê vê sibê xwestin 3yemîn kongreya BDPê romal bikin, hinek dîmen jî girtin, pişt re ciwanekî ku di kongreyê de wezîfedar bû, nêzîkî ekîba Rûdawê bû û ji wan xwest ku ji salonê derkevin, ew derxistin derveyî salonê";. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku ";dema ku kameramanê Rûdawê xwest ji derve dîmenan bigire, ciwan li dora serê wî kom bûn û êrîşî kirin, dijûn û xeberên xerab gotin";. + +Hejmara ciwanên BDPê li dora serê ekîba Rûdawê kom bûn û ew tehdîd kirin û gotin ";Hûn xayîn in, cihê xayînan li vir tine ye, hûn bi emrê DAÎŞ nûçeyan çêdikin... eger hûn ji vir neçin emê bi zorê we ji vir bi dûrxînin…";. + +Ji bo ku pirsgirêk dernekeve, ekîba Rûdawê ji salona kongreya BDPê bi dûrket û vegeriya ofîsa xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAÎŞê de li bajarokê Celewlayê berdewam e û xelkê bajarokê di rewşeke xirab de jiyana xwe derbas dikin. + +Rêveberê bajarokê Celewlayê Enwer Hisên Mîkayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku: ";Şerê navbera Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê li Celewayê berdewam e. Heta niha taxên Tecnîd û Wehde di destê DAÎŞê de ne û her du tax cihekî stratejîk in";. + +Mîkayil diyar kir ku ";ji ber ew du tax di destê DAÎŞê de ne, hatin û çûn û jiyan li çend taxên nêzîkî wan her du taxan metirsîdar e û gelek xirab e";. + +Rêveberê bajarokê Celewlayê herwiha got ku ji ber şer û gefên DAÎŞê niha tenê 25% ji xelkê Celewlayê li bajarokê mane û ew jî ";ji ber hejariyê mane yan jî pîr û astengdar in";. + +Enwer Hisên Mîkayil bal kişand ku ";xelkê Celewlayê îro zêdetir her demekê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, ji ber terorîstan jiyana xelkê dijwar kiriye û di rêya nîşançiyan re sivîlan dikine armanca xwe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku ";kenê mirov"; bi daxuyaniya îro ya wezareta petrolê ya Iraqê tê ku tê de gef li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Kerkûkê xwariye. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re bersiva daxuyaniya wezareta petrolê ya Iraqê da. + +Wezareta petrolê ya Iraqê daxwaz ji wan Kurdan kir, ku ew bi ";Kurdên aqil"; bi nav kiribû, hêzên pêşmerge ji bîrên petrolê yên Kerkûkê bikişînin û hişyarî da ku ";eger ev yek pêk neyê dê encamên wê xirab bin";. + +Dizeyî bersiva wê daxuyaniyê da û ji Rûdawê re got ";Kenê mero bi van gotinan tê, ji ber di rastiyê de yên bi aqil em in ne ew kes û alî ne ku Iraq xistine vê rewşa dijwar a ku îro tê re derbas dibe";. + +Wezareta petrolê ya Iraqê hêzên pêşmerge tometbar kiribûn ku ";karmendên Ereb ji bîrên petrolê yên Kerkûk û Bay Hesen derkirine";. + +Lê Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek red kir û got ";Ne em in ên ku siyaseteke şovînî pêk tînin û ti carî jî em vê yekê nakin";. + +Îlam (Rûdaw) – Li bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kes di encama lêdana dûpişkê de can dan. Xelkê deverê rayedaran bi xemsariyê tohmetbar dikin. + +Li başûrê parêzgeha Îlamê bi taybet li bajarê Avdananê ji ber germiya zêde dûpişk tijî ne û li gorî xelkê wê deverê li gorî par zêdetir jî bûye. + +Duh li bajarokê Mormorî yê Avdananê dûpişkê li keçeke biçûk da lê ji ber tinebûna derzî û dermanên pêwîst dema dibirin nexweşxanê di nîvê rê de can da. + +Her wiha li gorî agahiyên xelkê deverê, çend roj berê li gundê Avhinarê yê girêdayî devera Mormorî ya Avdananê dûpişkê li xortekî da lê ji ber tinebûna derzî û derman her wiha ambulansê wî xortî can da. + +Bavê wî xortî li ser mirina kurê xwe got, kurê min bû qurbanê xemsariya rayedarên tenduristiyê çimkî ti tiştek li vir tine ku me li hember her cure nexweşî û belayên sirûştî biparêze. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Amarê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, niha li Başûrê Kurdistanê 8 milyon û 132 hezar niştecî ne ku 21% jê genc in. + +Rêveberê Amara Silêmaniyê Mehmûd Osman, ji Rûdawê re got, rêjeya zêdebûna nifûsê li cîhanê de 1.6% e lê li Rojhilata Navîn û Iraqê rêjeya zêdebûna nişteciyan 3% e, ev jî tê wê wateyê ku şêwaza zêdebûna nişteciyan li Rojhilata Navîn pîramîdî (hêrem) ye lê li Başûrê Kurdistanê mîna hêkê ye yanê rêjeya nişteciyên genc zêde ye. + +Mehmûd Osman da zanîn, di nav 15 salên borî de Başûrê Kurdistanê di warê zêdebûna nifûsê de ketiye pêşiya Iraqê û di warên perwerde, xizmetguzarî, kêmbûna ferqûcudahiya regezî, rewşenbîrî, ewlehî û azadiyê de ji gellek welatên herêmê baştir bûye. + +Li gorî rêveberê amara Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê ji piştî hilweşîna rêjîma Sedam Husên li Iraqê, bi awayekî berbiçav geşe kiriye û girîngiyek mezin bi gencan hatiye dayîn û di warê dabînkirina kar û jiyanê de pêşketinên mezin çêbûne. + +Mehmûd Osman da zanîn, niha li Başûrê Kurdistanê 8 milyon û 132 hezar kes niştecî ne û 21% jê genc in û temenê wan di navbera 15-24 salî de ye. + +Îro roja nişteciyên cîhanê ye. Dirûşma Netewên Yekbûyî (NY) ya îsal ";sûdwergirtin ji gencan"; e. Hejmara nişteciyên cîhanê niha 7 milyar û 180 milyon e ku 26% jê genc in. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê, di encama teqîneke xwekujî de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, îro li navbera gundê Mela Ebdullah û devera Mekteb Xalid ên girêdayî Kerkûkê teqînek xwekujî li nav komek hêzên pêşmerge de çêbû. + +Li gorî agahiyan, di teqînê de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû. + +Heta niha ti rêxistin û aliyekî teqîn negirtiye ser xwe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, Bexda bi taybet Malikî dixwaze şikestina xwe bi tohmetbarkirina Hewlêrê veşêre û got, eger Malikî nekare tohmetên ku li Hewlêrê dide piştrast bike divê bedela wê jî bide. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Hevpeymaniya Niştimanî ya Iaqê Eyad Ellawî kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê hatin axaftin û Ellawî dilgiraniya xwe li hember kûrbûna kirîza Iraqê nîşan da. + +Ellawî, her wiha diyar kir ku divê li Iraqê pîvanên lihevhatin û lihevkirinê bên cîbicîkirin û saziyên niştimanî bi awayekî bêalî bên avakirin. + +Li gorî malperê, Barzanî jî behsa rewşa Mûsilê kir û got, 6 mehan beriya rewşa niha hişyarî daye rayedarên Bexdayê û Malikî lê ti kesî guhdarî wî nekiriye û niha jî dixwazin şikestina xwe bi rêya tohmetên vala li dijî Kurdistanê veşêrin. + +Li ser binecîhbûna hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî Barzanî got, jixwe hêzên Pêşmerge li wan deveran hebûn lê piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji wan dervan vekişiyan hêzên Pêşmerge ew valahî tijî kirin, çimkî eger wisa neba niha ew dever ketibûn destê terorîstan û xelkê wan deran rastî xeter û tirsên mezin dihatin. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Iraqê jî ragihand, piştî sala 2003an daxwaza kurd ew bû ku Iraqek dûr ji nakokiyên mezhebî were avakirin lê ji ber siyaseta xelet rewşa niha derket holê û wiha axivî: ";Eger ev zihniyet û rayedarên niha li ser desthilatê bimînin wê demê Iraqê dê ji hev belav bibe."; + +Mesûd Barzanî, li ser tohmetên vê dawiyê yên Malikî li dijî Kurdistanê ku gotibû ";Kurdistan bûye hêlîna DAIŞ û terorîstan"; jî got, ev tohmet, tohmetek mezin e û divê Malikî vê yekê piştrast bike eger nekare vê yekê nîşan bide divê hesab bide. + +Barzanî, her wiha anî ziman ku diviya serokwezîrê Iraqê li hember pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, wîjdana xwe nîşan bida. + +ئیراق و سوریا د یەک هەڤ کێشەدە +روژنامەیا حەیات ئا لوندونی گوتارەکە لسەر رەوشا نها یا عێراقێ بەلاڤ دکە و تەڤگەرێن چەکداری یێن رولا خوە ل عێراقێ دبینن وتەشبیها دناڤبەرا تەجروبا سوریایێ ورەوشا نها یا عێراقێ ددە بەریەک وهەڤبەریا دناڤبەرا ئوپوزسیون ودەسەلاتێ دهەردو وەلاتان دە ، ونزیکیا دناڤبەرا هەردویان دە دیاردکە ، لێ ئەڤ یەک چەوانیا وان لڤینان دخوازە ژبوی ئەم بزانبن.. ئەڤ نڤێسەر وها دبێژە کو ئەم خوە دخاپینن دەما دبێژین یا چێدبە ل جیهانێ تەرورە ،وئەڤ تەرور دژی ئیسلام ومروڤاتیێ یان ژبو شکستا دیموکراتیەتێ یە ومەدەنیەتێ. +دیارترین کەساتیێ ئوپوزسیونا عێراقی تاریق هاشمی یە ،ئەو نها ل وەلاتێ ترکیێ د ژیت دبێژە ؛یال ڤێ داویێ ل موسلێ رودای تەڤگەرەک بهارا ئەرەبی وشورەش بو.وگوهرین درێدەیە وبەغداد دچارچوڤەیا گوهرینە هان دەیە'. و ب نەرینا وی تا کو ئەڤ پرسگرێک چارەسەربن دڤێ گوهرینەکە ریچالی ژدورخستنا مالکی را بێ کرن،. و دئاخافتنەکێ دە بو تورکیە دبێژە؛ئەس رولا داعشێ ئینکار ناکەم لێ ئەڤ نابە هەمو تشت ئاریشە یا بنگەهین مەزلومیەتا سونیانە ؛! +لیوا مەزهەر ئەل قبیسی سەرکردەیێ گشتی یێ ئەنجومەنا شورەشێ وها وەسف دکە: یا عێراقێ روددە شورەشەکە شەعبی یە ودبەرسڤەکە دە بو هەلوەستاوان ژ داعشێ دبێژە داعش لگەل بیروبوچونێن شورشگەرا ژیەک جودایە لێ تو هەماهەنگی دنێڤبەرا وان دە تونەیە .لێ سەرکردەیێ ئوپوزسیونێ عەبدولرەزاق ئەلشەمەری د بێژە:ئەم وێ دگەل شەیتانی بن بو خستنا مالیکی.! +ژ ئالیێ خوڤە شێخ ئەحمەد ئەلدەباش سەرکردەیێ ئارتێشا ئیسلامی رادگەهینە ئەڤ شورەشە کە شەعبی یە دژی هێزێن مالیکی وگوت بکارئانینا چەکێ دژی حکومەتا مالیکی کارەکی شەرعی یە..وئەڤ هەمان هینجەتا شەرعی یە یا د بەیاننامەیا یەکەتیا زانایین ئیسلامێ یا جیهانی دەرخستن کو دبێژە ئەڤ شورەشا گەلە.لێ شەیخ عەلی حاتم سوزێ ددە کو ئەگەر مالکی بمینە وی عێراق بەر ب پارچەبونێ بچە ودخوازە ریێن ئەولەکاری ئێن باش بێن دەینان بو پەنابەران وئالیکاری ژوان رە بێن کرن وتەکەز دکە شورش وێ ددەمەکە نزی دە سەربکەڤە. ئەڤ گوتارە هەمان گوتارا هێزێن ئوپوزسیونا سوریێ نە. +ئەگەر ئوپوزسیونا ئیراقێ د ڤێ د گەل هەفسێ یا خۆە ئا سوریا ب ئاخڤە. بێ گومان مالکی وێ ل سەر هەمان رێیا ئەسەدی بچە. ب ڤێ یەکێ داعشێ د کارە دیموکرافیا سونی ل ئیراق و سۆریا یێ ئازاد بکە، چونکە ل ڤان هەر دوو نافچەیان هێزێن شیعی حکومی دکن ، ژ بو ڤێ یەکێ ریخستنا دەولەتا ئیسلامی چەندین ئالیکار ژ بو خەلیفە ئەبو بکر بەغدادێ دەینانە هەیا بکارن وەکو حکومەتەکا هەڤگرتی ل هەر دوو ئالیان کار بکن ، ئالیێ یەکەم کریارێن لەشکەری ل سوریا و ئیراقێ بکە و ئا دووەم ب رێکرنا کارێن روژانە ئێن هەموەلاتیێن وان نافچێن ل ژێر دەستێ وان دە. + + +Kamiraman jinda baran +Întro +Şevên kempa domîzê mîna şevên taxê gelêrî ye li qamişlo û sernaserî rojava ne, li pêşiya deryê xwe dicivin an derdikevin çolekê di axivin ser pirsgirêkên ko raserî rojînên wa derdikevin lê di heman demê de stran û lawîk beşdarin ko carna ne ji aliyê hunermendekî tê gotin lewma deng xweş li her derê hene +ليالي دوميز كليالي الاحياء الشعبية في قامشلو و كل روجافا ,يلتقي الجيران امام ابواب منازلهم او يذهبون الى الفسحات ,يتحدثون عن المشاكل التي تعترض يومياتهم في المخيم وفي ذات الوقت الاغاني و المواويل حاضرة و لا يؤديها دائما فنانون فالأصوات الجميلة في كل مكان +Kesayet +Mehmud penaber +Cemil penaber +Emshe penaber +Leyla penaber + +text +Rok xatir dixwaze .. şev dibe mêvanê kampê..şevên havînê dilovantirin ji rojê û hênkayî ji alîkî û piraniya penaberan ko bi roj li Karin bi shev bi xelkên xwe re mijûl dibin ka çi heye çi kêmî wane û her ko arîşeyek charser dibe tişkî nû ji wan re derdikeve. +lêdwan +Ne dar ne daristan li kampê heye lewme bihinvedana wan li çolê ye dema bixwazin derkevin û ji xwe dervî kampe ji wan re na qedi biçin +Lêdwan +Stanup +Stranên şera ..lawîk û çîroka zilamê wê çawa birîndar bû û xwe bi xwe dermankir ewin axaftinên pîrê pê şevên penaberiyê diburine +Lêdwan +Çavgirtink ango berdok pêkenok û stran ew karê zaroka ye ko li hev kom dibin û penaberî ne li bîra wa ne lewma li ku bin dengê jiyanê li ba wan bilind tire +Lêdwan +Penaber dibêjin jiyan ne lîstikeke kengî bixwazin bi dawî dibe lewme sheven xwe li gel hêviya çareserkirina arîşeyên xwe .. bîranîna rojên berê û baweriya bi rojên xweştir wê werin derbasdikin.. +Peshewa behlewi rudaw kjpojvs kampa domîz + + +Kobanî (Rûdaw) - Şer û pevçûn li gundên başûr û rojhilatê Kobanê di navbera YPG û çekdarên DAIŞê de dewam dike û dîlên kurd bi kuştiyên DAIŞê re tên pevguhertin. +Rojnamevan Farûq Hacî Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê gundên başûr û rojhilatê Kobanê bi tank û çekên giran topbaran kirin lê êrişên çekdarên DAIŞê rastî bersivdayîna şervanên YPGê hatin. +Hacî Mistefa got ku niha komîteya kurdî ya bevbeş a ku ji bo pevguhertina dîlên şer hatibû pêkanîn bi DAIŞê re li hev kirine ku girtiyên Kurd û cenazeyên şehîdên YPGê yên li cem DAIŞê bi kuştiyên DAIŞê yên li cem YPGê re biguherin. +Hacî Mistefa da zanîn ku çekdarên DAIŞê cenazeyên şehîdên YPGê û herwiha her 135 xwendekarên Kurd ên girtî ligel 5 karmendên Kurd amade kirine da ku bi 20 cenazeyên xwe ligel 70 dîlên xwe yên li cem YPGê biguherin. +Farûq Hac Mistefa got ku xort ji Efrînê jî berê xwe dane Kobanê da ku li hember êrişên DAIŞê şer bikin û vê yekê hîştiye ku morala şervanên YPGê bilind bibe. +Duh jî çekdarên DAIŞ'ê gundê Kun Eftar û Aşmê yên li başûrê herêma Kobanê, bi tank û çekên giran topbaran kirin. +Di heman demê de li aliyê rojavayê herêmê çekdarên DAIŞ'ê bi tank û topên hawanê êrişî gundên Boraz û Degirman kirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di encama teqîneke xwekujî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. +Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, ragihand ku îşev li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê teqînek xwekujî çêbû. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, teqîn li nav xala pişkinînê ya polîs de çêbû û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn ku di nav kuştî û birîndaran de sivîl jî hene. +Hat zanîn, 5 kes jî wenda ne û nayê zanîn ka hatine kuştin yan jî hatine girtin. +Hat gotin, ji ber teqînê avahiya xala pişkinînê bi temamî hatiye hilweşandin û zirarek mezin jî gihîştiye malên derdorê. + Silêmanî (Rûdaw)- Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê dibêje, hêj pêwendiyên Îran û Başûrê Kurdistanê asayî ne. Lê berpirsên îranî ";baş dibînin Kurd hevsengiya siyasî li Iraqê dirust bikin û di hikûmeta nû de beşdar bibin";. + +Bi gotina Nazim Omer, di vê demê de ku mijara pêkanîna referendumê li holê ye, guherîn nebûye di helwesta hikûmeta Îranê de li hember hikûmeta Kurdistanê ";Ji hêla fermangeha pêwendiyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti gilî nîne, ku ji min re hatibe gotin, li hember helwesta Îranê";. + +Bi nerîna Omer, normal e ger bîr û baweriyên cihê hebin li ba karbidestên Îranê, çiku wek wî behs kir, bîr û baweriyên cihê di nav serkirdên iraqî de jî hene li ser pirsa referendumê: ";Ne serkirdên îranî û ne serkirdên me jî di vî warî de ti giliyek negihandine me wek nûnertiya Tehranê. Her du alî jî hertim ligel wê yekê ne ku hevsengî di pêwendiyan de hebe";. + +Di rojên borî de rewşeke nû ya siyasî û îdarî li Iraqê çêbû. Ew jî piştî ku çekdarên DAÎŞ li bajarê Mûsilê li dijî artêşa Iraqê dest bi şer kirin. Dû re jî gihiştin parêzgeha Selahedîn û çend qeza û deverên wê navçeyê jî kontrol kirin. + +Piştî vekişîna artêşa Iraqê ji navçeyên veqetandî, pêşmergeyan dora ji sedî 90 ji wan navçeyan xistine jêr kontrola xwe û serokê Herêma Kurdistanê di gotarekê de li parlamentoya Kurdistanê got: ";Pêşmerge ji wan navçeyan paş de nakişin";. + +Çavkaniyeke Rûdawê di polîtburoyeke partiyeke Başûrê Kurdistanê de, got: ";Heta niha îranî dibêjin pêwîste pêşmerge li dijî çekdarên DAÎŞê şer bikin. Çend caran şandên îranî ji bo vê daxwazê hatine Herêma Kurdistanê";. + +Lê Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Omer got: ";Berpirsên îranî bawer dikin ku nabe destêwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de bê kirin";. + +Niha nêrîna amerîkiyan li hember mabûna Malikî, wek serokwezîrê Iraqê, hatiye guhertin. Lê gelo îranî jî nehatine ser wê baweriyê ku pêwîste Malikî dev ji posta serokwezîr berde? + +Nazim Omer dibêje: ";Îranî tekez dikin ku ev pirseke navxwe ye û ligel biberçavgirina bîr û baweriyên hemû aliyan in. Ew dibêjin bila Şîayên Iraqê vê pirsa xwe bi xwe çareser bikin";. + +470 kîlometr sînorê Başûrê Kurdistanê bi Îranê re heye. Berî proseya azadkirina Iraqê bi çend mehan, gava amerîkiyan bi rokêtan êrişî grûpa Ensar el-Îslam li navçeya Hewraman kirin, hejmareke zêde ji serkird û çekdarên wê grûpê çûne Îranê. Berê serkirdekî Bizava Îslamî ji Rûdawê re gotibû ku hêj endamên wê grûpê li Îranê mane, lê Nazim Omer got: ";Niha li Îranê nemane û çûne";. + +Medyaya cîhanî van rojan mijûlî ravekirin û egerên ragihandina dewleta Kurdistanê ye. Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê jî nerîna xwe li ser vê pirsê dibêje ku: ";Dibe ku niha dem ne baş be ji bo ragihandina dewleta kurdî. Divê em lezê nekin";. Li ser nêrîna Îranê jî, Omer got: ";Hêj kurdan bi fermî tiştek di vî warî de ranegihandiye";. + +Niha cudahî heye di navbera boçûna Îran û Tirkiyê de derbarê diyarkirina çarenûsa gelê kurd li Başûrê Kurdistanê. Pirsyar ew e ku çima serkirdên Kurdistanê nikarîbûn îraniyan bêhtir piştrast bikin? Nazim Omer dibêje: ";Hêj Tirkiyê jî daxwaza parastina yekîtiya axa Iraqê dike."; +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kobanî yek ji herêmên sereke ye li rojavayê Kurdistanê, weke tê zanîn 3 Kurdistana rojava ji 3 herêma pêk tê, herêma Cizîrê, herêma Kobanî û herêma Efrînê. Rojavayê Kurdistanê jî, ji Dêrîka Hemko, ku li ser sînorê başûr bakurê Kurdistanê ye dest pê dike û bi Efrînê diqede. + +Xelkê Kobanî hemû Kurd in, berê hinek Ermenî hebûn, pîşesaziya herêmên di destê wan de bû, piştre ew çûne Ermenistanê, li Êrîvanê bi cih bûn. Niha hejmareke pir kêm ji Emeniyan li bajêr mane. + +Ji Kobanî, gelek ciwan tevlî PKK bûbûn, di nava gerîlayên Kurd li Bakurê Kurdistanê şehîd ketibûn. + +1-Navê Kobanî: + +Li gorî gelek jêderan navê "Kobanî" ji gotina Îngilîzî (Company) hatiye. Di salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de çêdikir, li wê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin. + +2-Sînorê Kobanî: + +Kobanî yan jî Kobanê (bi erebî: عين العرب) li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Nezîkî 160 km li bakurê rojhelatê Helebê ye, 30 km. li rojhilatî çemê Firat e. + +Firehbûna xaka kobanî (3000,23 km2) ye. Kobanî û herema deşta Suruç ê yekser bi Urfa (Riha) yê ve girêdayî ye. 100 km dûrî bajarê Urfa ye. Ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Helebê ve ye. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê (Riha) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede (Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye. + +3-Nifûsa Kobanî: + +Li gor serjimêriya 2006 nifûsa Kobanî, tevî navend û gund û nahiyan, 460 hezar bû. Her wiha 384 gundên wê hene. Lê bi destpêkirina şerê Sûriyê re, ji sala 2011 ve, hejmara xelkê herêmê dibe ku nêzîkî 650 hezar kes be, ji ber ku gelek Kurdên Heleb, Şam, Humus û Hemayê reviyane Kobanî û niha li wir bi cih bûne. + +4-Eşîretên Kobanî: + +Kobanî bi eşîretên xwe navdar e. Hemû xelkê Kobanî ji eşîretan pêk tê. Eşîreta herî mezin, Beraz in. Beraz bi xwe weke konfedrasyona Eşîretan e, di nava wê eşîretên weke Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Dinnan, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mi'ef, Pîjan, Bêskan û gelek eşîretên din jî hene. + +Berazî heta bi Ruha, Mereş, Entab û Erzrûmê belav bûne. + +Mezinê eşîreta Berazan, Bozan Beg û Hirço bûn. Bozan Beg di dema xwe de parlamenterê Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Biraziyê Hirço, Şahîn Beg, di salên 50yan de li Şamê parlamenter bû. Hirço yek ji damezrênerên Komeleya Xuybûn bû. + +5-Aboriya Kobanî: + +Piranî gelê Kobanî bi çandinî û xwedîkriina ajelan re mijûl dibe. Wek: Pembû, genim, nîsk, nok, Kemûn, ceh, kuncî, garis(misir), kemûn û gelek tiştên din. + +Van salên dawiyê jî çandiniya daran (fistiq, mişmiş "qeysî", Tirî, henar, hêjîr û tiştên din) pêşketiye. + +Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet(Xeraze) naskirî ye. + +7-Kevneşopên Dîrokî: + +Li Kobanî gelek kevneşopên dîrokî, weke şikeft, nexşên li ser keviran, hatine dîtin. 2 şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê, ji bo bajarê Reqqa hatine vegihestin ku ew niha di destê DAIŞ de ne. + +Di Çiyayê Miştenûr de jî gelek şkeftên dîrokî hene, şikefta herî bi nav û bang jî, şikefta Qîzîkan (Keçkan) e. + +8-Gundên di bin destê DAIŞ de + +Zormigar: 42 km dûrî Kobanî ye + +Beyadiye: 39 km dûrî Kobanî ye + +Ziyaret: 40 km dûrî Kobanî ye + +Di heftiya borî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku 3 gundê din li rojhilatê Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê cenazeyên fermandar û şervanekî din ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di şerê li herêma Kobanî de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê. + +Duh cenazeyê fermandarê YPGê Fazil Kapalak ku bi navê Kendal Dewran dihat naskirin, ji aliyê bi hezaran kes ve li Colemêrge hat veşartin. + +Kendal Dewran di 8ê tîrmehê de li gundê Ebû Sura yê li rojhilatê Kobanî di encama êrîşa çekdarên DAÎŞê de jiyana xwe ji dest da. + +Li aliyê din, şervanekî YPGê bi navê Mistefa Ezîz Arslan ê ku di şerê li herêma Kobanî de birîndar bûbû û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyê Mistafa Azîz Arslan ê ku bi navê Denîz Cudî dihat naskirin, li Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kes ve bi xakê hat spartin. + +Denîz Cudî di şer û pevçûnên navbera YPG û DAÎŞê li gundê Zormixarê yê li rojhilatê Kobanî de birîndar bûbû û li Rihayê dihat dermankirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) nameyekê derbarê projeyasaya ximzeta leşkerî ya icbarî ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) re dişîne. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku heta niha nameya ENKSê ya derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî de ji bo EGRKê nehatiye şandin. + +Derbarê naveroka nameyê de, Yûsif got ku ";wan wek ENKSê biryar daye ku berî name bigihêje destê EGRKê ewê naveroka nameyê aşkere nekin";. + +Lê derbarê helwesta ENKSê ji projeyasya xizmeta leşkerî de, Yûsif ragihand ku ";her pêwendî û karekekî hevbeş di navbera her du encûmenan de divê tenê li ser bingeha xalên rêkeftina Hewlêrê bin";. + +Yûsif tekez kir ku ";rêkeftina Hewlêrê take lêvegere di navbera her du encûmenan de û her karekî li derveyî xalên vê rêkeftinê ew îtîrafê pê nakin";. + +Berî niha şandeke encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ligel serokê ENKSê civiyabû û jê xwestibû ku ENKSê nêrîna xwe derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî li Rojavayê Kurdistanê de zelal bike. + +Ew projeyasa di nav endamên encûmena yasadanînê de tê gotûbêjkirin, lê heta niha nebûye yasa û neketiye pratîkê. + +Endamê serkreteriya giştî ya ENKSê Beşar Emîn ku di civîna roja pêncşemê ya ENKSê de beşdar bû, ji Rûdawê re diyar kir ku ";ew wê projeyasayê qebûl nakin"; û got ku ew proje ";biryara rejîma Sûriyê ye";. + +ENKSê ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, ";îtîrafê"; bi rêveberiyên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend hevlabendên wê ve hatiye avakirin, nakin + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa ragihand ku Kurd dê bi merc gotûbêjan ligel Iraqê bike û ";Divê Bexda li rewşa nû têbigihe."; +Piştî kontrolkirina kêlgehên petrolê li sînorê Mexmûr û Kerkûkê ji aliyên Hêzên Pêşmerge ve, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa got ku ";Divê Bexda li rewşa niha ya ku Iraq tê de dijîe, têbighe."; +Felah Mistefa diyar kir ku, serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê ji destpêka vê salê ve dest bi birrîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê kiriye ";Lewma em jî neçarin karê xwe bikin bo peydakirina mûçeya xelkê Kurdistanê."; +Derbarê egera danûstandinan ligel Bexadyê, Felah Mistefa aşkere kir ku ";Kurd tenê bi merc dikare danûstandinan ligel Bexadyê bike, ew merc jî dayîna wan deynan e ku ji budceya Herêma Kurdistanê hatine birrîn, herwiha ew ên ku peywendiyên wan bi petrolê ve hene."; +Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand jî ku ";Bi ti awayekî Kurd neamadeye biçe rewşa Iraqê berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve."; +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina bi navê ";Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ)"; îro serê sibehê dest danîn ser gundê Çil Oxlî li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê. + +Serokê Komeleya Parêzerên Kobanî Mistefa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî çekdarên DAÎŞê bi tankan gundê Çil Oxlî topbaran kirin û di encama topbarana tund de şervanên gund paşve kişiyan";. + +Îsmaîl da zanîn ku ";şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPGê di gund de tine bûn û tenê gundiyan bergirî li gundê xwe dikirin";. + +Li gor zanyariyên ku parêzer Mistefa Îsmaîl ji Rûdawê re gotine, di encama şer û pevçûnan li gundê Çil Oxlî de hemwelatiyê kurd Elî Îsmaîl birîndar bûye lê ti kes ji şervanên gund şehîd nebûye";. + +Îsmaîl diyar kir ku ji ber gund nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye piştî vekişîna ji gund, gundî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. + +Ev zêdetirî heftiyekê ye şerê di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê li rojhilatê Kobanî berdewam dike. Roja pêncşemê DAÎŞê dest danî ser gundên Evdukê, Kendal û Girê Sor li rojhilatê Kobanî. + +Bi vê yekê 6 gundên Kurdan li herêma Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê. + +Her sê gundên din ên di destê DAÎŞê de bi navê Zormigar, Beyadiye û Ziyaret li rojavayê Kobanî ne. + +Li gor amarên YPGê, heta niha di şerê li rojhilatê herêma Kobanî de zêdetirî 100 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 16 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. +Hewlêr (Rûdaw)- Boriya ku petrola Kerkûkê bi boriya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ve girêdide, 35 km dirêj e. +Ew borî li navçeya Dubiz a Kerkûkê destpêdike heta ku digihe boriya hinartina petrola Xurmele li parêzgeha Hewlêrê. + +Ew borî dikare di rojekê de yek milyon bermîl petrol bişîne derve. + +Tora Medyayî ya Rûdawê yekem care vîdyoya wê boriya petrolê belav dike. + +Şarezayê petrolê Ferhad Hemze ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gor rûpîvan, heta niha 10 milyar bermîl petrola yedek di bin axa Kerkûkê de heye. + +Li gor rûpîveke kompanya Shell, yedekê petrola Kerkûkê 40 milyar bermîle, lê niha tenê dikare 10 milyar bermîl bi kar bîne. +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî dora saet 2, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê avêtin ser taxên Wehde, Cemahîr û Tecnîdê yên bajarokê Celewlayê ku ev demeke çekdarên DAÎŞê tê de bi cî bûne. Niha bi tenê taxa Tecnîdê di destê çekdaran de maye û ji aliyê pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin. + +Fermandarê lîwaya 3 ya bejayî û hêzên piştgiriya 2 yên pêşmergeyên Kurdistanê Hisên Mensûr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ew hemû curên çekan bi kar tînin";. + +Mensûr herwiha got ";Şer li Celewlayê berdewam e û pêşmerge pêşdikevin, piraniya taxan hatine paqijkirn û niha hemû çekdar li taxa Tecnîdê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine dorpêçkirin";. + +Li gor amarên nexweşxaneyên hawarçûnê li Xaneqîn û Kelarê, di şerê li Celewlayê de 26 pêşmerge birîndar bûne û 3 pêşmergeyên din şehîd bûne, herwiha ziyanên mezin gihiştine çekdaran. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di şerê li Celewlayê de gelek çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne, herwiha beşek ji wan çekdaran reviyane bajarokê Seidiye. + +Balfirên şer ên artêşa Iraqê jî çend navendên çekdarên DAÎŞê li nêzîk Seidiye bombebaran kirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir ku çekdarên DAÎŞê ew çekên artêşa Iraqê yên li Mûsilê dest danîbûn ser li dijî herêma Kobanî bi kar tînin. + +Mislim ku bi xwe xelkê herêma Kobanî ye, got ";Çekdarên DAÎŞê hin çekên giran ên artêşa Iraqê ku dest danîbûn ser, derbasî herêma Kobanî kirin û niha wan çekan li dijî me bi kar tînin";. + +Salih Mislim aşkere kir ku di nav van çekan de tankên bizirx, topên hewanê û çekên giran ên din hene û got ";Bi taybetî em li hemberî wan tankên bizirx pir dikevin tengasiyê. Em di bazara reş de teqemeniyên li dijî tankan û çekên giran dikirin";. + +Hevserokê PYDê di daxuyaniyekê de ku ji ajansa Anadolu re daye, ji bo şerê li dijî DAÎŞê daxwaza alîkariya navdewletî kir. + +Mislim derbarê daxuyaniya serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî ya li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê de, got ";Heke referandûm bê kirin emê rêzê nîşan bidinê. Biryara ku gel dide girîng e lê kesên ku bi serxwebûnê difikirin divê gelek tiştan hesab bikin";. + +Mûsil (Rûdaw) – Berpirsê Liqa 14 a PDKê li bajarê Mûsilê, Serbest Babîrî ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji awareyên bajarokê Tileferê re ku pirraniya wan turkmen in, kampekê ava bike. + +Piştî ku bajarê Mûsilê û bajarokê Tileferê yê girêdayî Mûsilê ket bin destê çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê, bi hezaran xelkê wan deveran bi taybet bi sedan malbatên turkmen ên Tileferê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û deverên ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne. + +Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê Serbest Babîrî, ji Aayê re got, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampekê ji awareyên turkmen ên li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê re ava bike. + +Serbest Babîrî, da zanîn ku Heya Sor a Tirkiyê û gellek saziyên din alîkariyên mirovî dişînin awareyan re û tiştên ku tên şandin jî bi awayekî wekhev tên dabeşkirin ji ber wê jî bila dilê her kesî di vî warî de rihet be. + +Bajarokê Tileferê, roja 16ê Hezîrana îsal ket destê DAIŞê û ji ber wê jî nêzîkî 50 hezar turkmenên bajêr berê xwe dan bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê. + +Li gorî wî berpirsê PDKê, turkmenên şîe yên ku şiyana wan hebû çûn bajarê Kerbela û Necefê yên Iraqê û yên ku nekarîn herin wan deran li vir man. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hewldana Partiyeke Kurdistanî ya Bakûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi helkefta 25. salvegera terorkirina Dr. Abdurrehman Qasimlû ji aliyê rêjîma Tehranê ve ragihand, Îran niha jî bi awayekî dujminane dijîtiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike. + +Sibê 25emîn salvegera terorkirina Sekreterê Giştî yê PDK-Î ya Rojhilatê Kurdistanê, Dr. Abdurrehman Qasimlû ye. + +Komîteya Amadekar a Hewldana Partiyeke Kurdistanî jî bi vê helkeftê daxuyaniyek belav kiriye û nusxeyek jî ji Rûdawê re hatiye şandin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye: + +";Em Dr.Abdurrehman Qasimlû bi giramî bibîr tînin + +Dr. Abdurrehman Qasimlû 25 sal berê, di roja 13.07.1989an de, ji aliye dewleta Îranê ve li Viyanayê hate qetilkirin. +Qetil kirina Dr. Qasimlû, êrîşeke ku ne tenê li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû. Ew êrîşa li dijî doza neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê bû. +Dr. Qasimlû, bi zanebûna xwe, bi tecrûbeyên xwe, bi têkiliyên xwe yên navneteweyî ji bo hemû Kurdan rêberekî hêja û pişteke xurt bû. +Dr. Qasimlû, ji bo çareserkirina pirsa Kurdistanê ligel Dewleta Îranê guftûgoyên xwe jî didomand. Di pêvajoya van guftûgayan de, di hevûdu dîtineke li gel nûnerên Komara Îslamî ya Îranê de ji aliye îstîxbarata Îranê ve bi awayekî dijminane, bi awayekî ne mirovane bi sûîqastekê hate qetilkirin. Ligel Dr. Qasimlû, Ebdulla Qadirîazer nûnerê PDKÎ li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl ê ku kurdê başûr bû jî hatibûne şehîdkirin. Mixabin heta îro jî dewleta Awûstûryayê (Nemsa) ew kes û hêzên ku ev sûîqasta pêk anîne dernexistiye holê, derbarê wan de ti doz venekiriye. +Dewleta Îranê piştî Qasimlû jî li dijî doza neteweyî ya miletê me êrîş û qetlîamên xwe ranewestandiye. Piştî Dr.Qasimlû , Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî bibû Sekreterê Giştî yê PDK-Î. Dewleta Îranê di sala 1992an de jî, Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî û 2 hevalên wî li Berlînê bi êrîşeke çekdarî qetil kiribû.Îro jî dewleta Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd didomîne.Rojane bi dehan ciwanên Kurd îdam dike. Li hember daxwaza mafê serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi awayekî dijminane helwestê digire. +Dîroka miletê me bi dehan caran îspat kiriye ku bi jenosîd û qetlîam û bi îxanetan doza Kurd û Kurdistanê ranewestiyaye. Ew alaya ku Dr. Qasimlû û şehîdên Kurdistanê bi rûmetî hilgirtibûn , îro li Başûrê welatê me, bi serfirazî li ser Parlemena Kurdistanê diheje. Îro gele me yê Başûr ber bi serxwebûnê ve dimeşe. Eve berhema ked û emeka hemû Kurdistaniyên li her çar perçeyên Kurdistanê dijîn, e. +Dr. Qasimlû û hemû şehîdên Kurdistanê! bila çavê we li dûv we nemîne. Doz û ala we di destên nivşên nû de ber bi serfiraziyê ve dimeşe. +Em di 25 saliya şehîd bûna Dr. Qasimlû de, wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û bi hestên Kurdewarî bibîr tînin. + +12.07.2014 + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî"; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku hikûmeta Iraqê qet xwe li hember rewşa penaberên iraqî yên li Herêma Kurdistanê berpirsiyar nabîne lewma divê civaka navdewletî zêdetir derkeve pêş. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Konsulê Îtaliya yê Herêma Kurdistanê Karmîlo Fîkara re rûnişt. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Karmîlo Fîkara li ser rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Romayê gotûbêj kirin. + +Li gorî malperê, Barzanî li ser rewşa Iraqê û kirîza ku niha pêsîra Iraqê girtiye, kir û got, Iraq ji piştî ketina bajarê Mûsilê êdî Iraqkeke cuda ye û ne mîna Iraqa berî van bûyeran e. + +Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku li Herêma Kurdistanê gellek penaber û aware hene û pirsgirêkên giran di vî warî de hene lê mixabin hikûmeta Iraqê xwe li hember vê yekê berpirsiyar nabîne ji ber wê jî divê civaka navdewletî zêdetir derkeve pêş û alîkariya penaberan û hikûmeta Herêma Kurdistanê bike çimkî hikûmeta Kurdistanê bi tenê nikare van arîşeyan çareser bike. + +Serokwezîr Barzanî da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çavekî li hemû penaberên dinêre û ti ferqekê naxe navbera pêkhateyên ayînî, netewî û mezhebî. + +Konsulê Îtaliya Karmîlo Fîkaro jî ragihand ku Îtaliya girîngiyek mezin dide pêwendiyên Hewlêr û Romayê û got, em pir girîngiyê didin pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî bi Kurdistanê re bi taybet di sektora taybet de û ji bo vê jî em alîkariya wan welatiyên îtalî dikin ku dixwazin li vir bazirganî û çalakiyên aborî bikin. + +Li ser rewşa penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê jî Karmîlo Fîkaro got, her çawa ku Îtaliya beriya niha alîkariya penaberan kiriye niha jî li ser vê yekê berdewam e û da zanîn, niha li Herêma Kurdistanê 7 saziyên sivîl ên NGO di vî warî de kar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Bi helkefta bîst û pêncemîn salvegera terorkirina Dr. Ebdurrehman Qasimlû, Tora Medyayî ya Rûdawê hinek wêneyên wî yên ku heta niha nehatine belavkirin, belav dike. + +Wêneyên nû yên Dr. Qasimlû ji arşîva taybet a dîroknas û mamostayê dîrokê û hevalê nêzîk yê wî, Dr. Karel Jech gihîştine Rûdawê. Ev wêne di heyana jiyana Dr. Qasimlû li wlatê Çêkê hatine kişandin. + +Dr. Karel Jech, mamostayê rojnamevanî û dîroka nû bû. Sala 1929an hatiye dinê û li sala 2012an jî wefat kiriye. Destûra belavkirina van wêneyan ji aliyê hevjîna Dr. Karel Jech, Kivêta Yêxova û dostê kurdan ê bi navê Pîter Kobalk ve hatiye dayîn. + +Hinek ji van wêneyan di navbera salên, 1950, 1953, 1955, 1980 de hatine kişandin. + +Dr. Qasimlû û Dr. Karel Jech + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Hewlêrê ragihand, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe jî mukir hat. + +Îro li bajarê Hewlêrê dayîkek û keça wê ji aliyê xortekî 15 salî ve hatibûn kuştin. + +Piştî 6 saetan tohmetbarê kuştina wan her du kesan hat girtin. + +Li ser vê bûyerê, berdevkê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe mukir hat. + +Karwan Ebdulkerîm, da zanîn, wî tohmetbarî çûbû mala wê dayîkê û xwestibû dest bavêje wê lê dema jinkê nehîştiye, bi kêrê ew kuştiye û ji bona veşartina sûcê xwe keça wê ya biçûk jî kuştiye. + +Li gorî agahiyên berdevkê polîsê Hewlêrê, derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin. + +Hat zanîn, temenê wê jina ku hatiye kuştin 23 sal û zaroka wê jî 3 sal bû û temenê tohmetbar jî 15 sal e. +Kobanî (Rûdaw) - Sîpan Hemo, jermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, ku yek ji rêxistîtirîn hêzên şerker e li Sûriyê. YPG, ku li Rojavayê Kurdistanê binecîh e, di 2 salên borî de şerê grûpên îslamî kir û kontrola asayişa navçeyên bin destê xwe kir. +Ev hêza kurdî di şerekî giran de ye ligel grûpa DAIŞê, ku niha ji bilî çend bajarên Sûriyê, çend bajarên Iraqê jî dagîr kirine. Sîpan Hemo dibêje kes bi qasî wan DAIŞê nas nake: ";Belgeyên me hene ku DAIŞ ne hêzeke nerêk e, ew ji aliyê dezgehên îstixbaratî yên welatan ve ji bo wê yekê hatine avakirin ku siyasetên dewleteke diyarkirî li Sûriyê cîbicî bikin."; + +Sîpan Hemo wiha dibîne ku ew piştgiriya ji DAIŞê re dibe tenê ji bo wê yekê be ku Rojhilata Navîn bo nav şerekî navxweyî bê kişandin: ";Ev ji bo hêzên navdewletî bisûd e. Ev sûd jî bi firotina çekan destpêdike."; + +Bi baweriya Sîpan Hemo, tevî ku DAIŞ ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve tê bikaranîn, lê DAIŞ jî karîbû wan hêzan bikarbîne. Sîpan dibêje ";Bi jêhatîbûna xwe DAIŞê karîbûn sûdê ji karîna îstixbaratên van welatan werbigire. Bi awayekî gellekî zîrek, da ku desthilata xwe li vê herêmê bisepîne."; + +Sîpan Tirkiyê weke mînak nîşan dide û dibêje ";Dema DAIŞê ligel me dest bi şer kir, gellekî bi awayekî azad sînorên Tirkiyê bikar dianîn, ji bilî vê yekê jî birîndarên xwe li Tirkiyê tedawî dikirin."; + +Sîpan behsa plana kontrolkirina Mûsilê dike, ku ji aliyê DAIŞê ve hat bicihkirin û dibêje ";Îran, Iraq û Sûrî beşek in di vê planê de. Ji aliyekî din ve Tirkiye û hêzên ku bi hev re kar dikin agahdarên vê planê bûn."; + +Li gor Sîpan Hemo, sûdmendê yekem ji vê rewşê Îran e, ";ji ber ku Îran di wê baweriyê de ye, heta ku Rojhilata Navîn bêhtir di nerêkî û tevlîheviyê de be, vê yekê di berjewendiya xwe de dibîne."; Herwiha ";Îran dixwaze desthilata xwe li navçeya nîvbazinî ya şiî, ku ji Iraqê heta Sûriyê û Libnanê dirêj dibe, bisepîne. Ev xewn jî tenê bi rêya kûrkirina tundûtîjiyên mezhebî dikare bi cih bê."; + +Derbarê rola Tirkiyê jî di vê navê de, Sîpan Hemo dibêje: ";Tirkiye tiştekî nake ji bo rawestandina her hêzekê ku hewla têkbirina destketiyên Kurdan bike. Tirkiyê bi xwe herdem gotiye ku hêj xewna wilayeta Mûsilê dibînin. Ji bo vê mebestê Tirkiyê doz li hêzên xwe yên taybet li Mûsilê kir ku şer nekin, lê belê hewla hevpeymaniyê bikin. Heman ferman jî ji bo leşkerên pasevanên gora Suleyman Şah li Kobanê hatibû dan."; + +Sîpan weke mînak behsa girtina dîplomatkarên Tirk ji aliyê DAIŞê ve li Mûsilê dike û dibêje ";mana dîplomatkarên Tirk ên Mûsilê li cem DAIŞê bi xwe siyaseta Tirkiyê ye. Ew gotina ku berê digotin ";Tirkek beramberî hemû cihanê ye"; çi pê hat? Niha gellek Tirk di destên çekdaran de ne û Tirkiye jî gellekî bêdeng e. Ev wateya wê yekê ye ku gellek tişt li pişt deriyên girtî dibin."; + +";Tenê YPG li Sûriyê guncawî alîkariya Amerîkayê ne"; + +Ev demek e tê gotin ku Amerîka dixwaze opozisyona nerm a Sûriyê bi çek bike. Sîpan Hemo dibêje ew agahdarê vê hewla Amerîkayê ne, lê bi matmahî dibêje: ";Nerm";, ango çi? ";Eger Amerîka ji vî alî ve cidî ye, Kurd û hêzên YPG ji her kesî bêhtir guncawî piştgiriyê ne."; + +Sîpan berê axaftina xwe dide serokê Amerîkayê û wezîrê wê yê derve û dibêje: ";Eger ew naxwazin kêşe li Rojhilata Navîn hebin, pêwîst e siyaseta xwe beramber Kurdan biguherin. Mixabin heta niha Amerîka ew yek zelal nekiriye ku cihê Kurdên Rojava di siyaseta wan de li kû ye û çi rolê didin Kurdan di avakirina demokrasiyê de li Sûriyê."; + +Tevî ku YPG ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi eşkere hate ragihandin, lê li gor gotina Sîpan Hemo ev hêz ji sala 2004ê ve bi awayekî nihênî hate damezrandin. Niha şerê vê grûpa kurdî beramber DAIŞê bala medyayên cihanî kişandiye. + +Lê heta niha ev hêza ku parastina kantonên Rojavayê Kurdistanê dike, ji aliyê dewletan ve mameleyeke dîplomatîk ligel nabe. Sîpan Hemo wiha dibîne ku ";siyaseta kurdî ji vî alî ve kurt bû"; û dibêje ";hêzên cîhanî di siyaseta Rojava de negihiştin û heta niha jî biryar nedane ku çawa mameleyê ligel bikin. Ew dixwazin rê ji bo hikûmeta navendî xweş bikin."; + +Sîpan Hemo dibêje ";eger Amerîka û welatên rojavayî bi rastî demokrasiyê dixwazin û dixwazin geşbûnê bidin demokrasiyê li vê navçeyê, divê li Kurdan mikur bên."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, silav ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê re şand ku di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, alîkarê serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê axivî. + +Li gorî malperê, di pêwendiya han de Barzanî û Biden li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, civîna parlamentoya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û têkez kirin ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bikaribe hemû arîşe û aloziyan çareser bike. + +Barzanî ji alîkarê Obama re got ku her çareseriya ku ji kirîza Iraqê re bê dîtin divê li gorî şert û mercên nû be. + +Di beşek din a pêwendiya telefonî de, Joe Biden silav û sersaxiya xwe ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê yên ku vê dawiyê di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne, şand û ragihand, ji bona çareserkirina arîşeyan dê Kurdistan û Amerîka di nav têkiliyên berdewam de bin. +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran navbera YPG û gundiya li aliyekî û çekdarên DAÎŞê li aliyê din berdewam dike. + +Di wî şerî de ku grûpek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî tevlî bûne, 4 şervanên YPGê şehîd bûn û 4 cenazeyên çekdarên DAÎŞê ketine destê YPGê. + +Ji roja înê de çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li rojavayê herêma Kobanî bi çekên giran gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan giran topbaran dike. Heta niha 4 şervanên YPGê şehîd bûne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di şerê roja înê li rojavayê Kobanî û heta duh şemiyê 4 şervanên YPGê şehîd bûne û peywendî ji gurûpeke şervanên YPGê qutbûye û hin şervan jî birîndar bûne. + +Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re got ku YPGê gelek çekdarên DAÎŞê li rojavayê herêma Kobanî kuştine. + +Çavkaniyê aşkere kir ku ";cenaceyên 4 çekdarên DAÎŞê di destên YPGê de ne, yek ji wan çekdaran bi navê emî Ebû Hacir ku ew ji welatê Misrê ye bi nasnameyê hatiye naskirin";. + +çavkaniya herwiha got ku ";bi mebesta bergirîkirin li Kobanî, gurûpek ji kurdên Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî di sînor re derbasî gundê Çariqliyê bûn û tevlî YPGê bûb. + +Çavkaniyê diyar kir ku hemwelatiyên gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan jî li rojavayê herêma Kobanî çek hilgirtine û bergiriyê li gundên xwe dikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê mijara êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de de hişyareke tund da hikûmeta Tirkiyê. + +KCKê di daxuyaniyekê de bi zimanekî tund hişyarî da hikûmeta Tirkiyê û got ku ";hikûmeta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê dimeşîne û li Rojava piştgiriya DAÎŞê dike, eve yek jî bi hev re nabe";. + +Di daxuyaniyê de, KCKê hikûmeta Tirkiyê tometbar kir ku di êrîşên li ser Kobanî de ";bi DAÎŞê re li hev kiriye";. + +KCKê destnîşan kir ku ";stratejiya hevpar a AKP û DAÎŞê jinavbirina şoreşa Rojava ye";, herwiha ji hikûmeta AKPê xwest ku ";helwestên xwe aşkere bike ka dê piştgiriyê bide DAÎŞê yan jî dê li gorî pêdivîyên pêvajoyê tevbigere";. + +Wek tê zanîn opozîsyona Tirkiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hikûmeta Tirkiyê bi piştgiriya rêxistina DAÎŞê li Sûriyê tometbar dikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê wê serdana Tirkiyê bike û hisabên bankê yên dahata petrola Kurdistanê ji wir bîne Herêma Kurdistanê. + +Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryare îşev ligel cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî serdana Tirkiyê bikin. + +Derbarê armanca serdana wan de, Mihemed got ku ewê wan hisabên bankî yên dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku di rêya Tirkiyê re hatiye firotin, bînin Herêma Kurdistanê. + +Li gor rêkeftina ku ligel Tirkiyê hatiye kirin derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku tê firotin de, pere wê di bankê de bin û ji bo ku bînin Kurdistanê divê îmzeya çar kesan hebe ku ew jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîr, wezîrê samanên siruştî û wezîrê darayî. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku eger çekdarên DAÎŞê dest danin ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê wê piştî 15 rojan li Hatayê bin. Derbarê Roboskî de jî ragiand ku heta niha Erdogan yek gotin nekiriye ku tê de diyar bike ew li ber xelkên Robaskî ketiye. + +Demîrtaş duh piştî vekirina mûza Roboskî ji çapemeniyê re diyar kir ku ";eger kujerên Roboskî neyên darezandin wê ev mûza Roboskî şahidê komkujî û tawana Erdogan be heta hetayê";. + +Namzedê serokomariya Tirkiyê Demîrtaş anî ziman ku ";pêwîste her kes êrîşên Îsraîlê li dijî kerta Xezayê û bi taybet li dijî xelkên sivîl şermezar bike, lê Erdogan nabêje wê serokwezîrê Îsraîlê çi jê re bibêje";. + +Demîrtaş herwiha got ";Yê ku bi xwîneke sar komkujiya Roboskî pêkaniye, çawa wî şermezar dike û heta kîjan astê ewê şermezarbûna serokwezîrê Tirkiyê cidî bigre";. + +Hevserokê HDPê hikûmeta Tirkiyê bi ";piştgirîkirina DAÎŞê"; tometbar kir û got ";Îro li Rojava li Kobanî êrîşeke hovana ji aliyê DAÎŞê tê pêkanîn û hikûmeta Tirkiyê bûye sîwana vê rêxtinê, lê ew nizane ku eger Kobanî têkeve destê DAÎŞê ewê di 15 rojan de li bajarê Hatayê be û di mehekê de li Edenê be";. +Hewlêr (Rûdaw)- Xwendekareke Kurd li parêzgeha Hesekê û xwendekarekî din ê Kurd li parêzgeha Helebê di encamên bakaloriya de pileya yekê li sera asta parêzgehên xwe bi dest xistin. + +Duh encamên ezmûnên xwendekarên pola 12han (bakaloriya) li seranserê Sûriyê hatin ragihandin. + +li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser asta parêzgeha Hesekê, xwendekara Kurd Lîlav Mihemed Hac Elî ya xelkê Dirbêsiyê bi komkirina 285.7 dereceyan di beşa zanistî de pileya yekem bi dest xist. + +Lîlav di pola 9ê de ya yekem bû li ser Sûriyê bi tevayî. + +Herwiha li parêzgeha Helebê jî xwendekarê Kurd Rodî Elîxido bi komkirina 239.6 ji 240 dereceyan ango bi rêjeya 100% derçû û li ser asta parêzgeha Helebê di pileya yekemîn de hat. + +Xwendekarê kurd Rodî Elîxido di pola 9an de jî bi rêjeya 100% derçûbû û pileya yekemîn li ser asta parêzgeha Helebê bidest xistibû. + +Li gor sîstema xwendinê li Sûriyê, li gor piwanên bakaloriya xwendekar li zanîngehên Sûriyê yên fermî û yên taybet tên wergirtin. + +Bi sedema şerê navxwe yê Sûriyê, xwendekarên kurd li her du herêmên Efrîn û Kobanî, ser bi parêzgeha Helebê ve rastî zehmetî û astengiyên girasn hatibûn, ji ber ku wezareta perwedeyê ya Sûriyê ew neçar kiribûn ku ezmûnên xwe li bajarê Helebê pêşkêş bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAÎŞ gundê Til Meirûf li başûrê rojavayê bajarokê Tirbespiyê topbaran kirin. + +Li gor malpereke ser bi PKKê ve, ";şeva borî çekdarên DAÎŞê bi çekên giran êrîşî bajarokê Ceza kirin û gundê Til Meirûf jî topbaran kirin";. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku ";grûpên çekdar ji bajarokê Til Hemîs li başûrê Qamişlo hatibûn û derdora saet 7ê êvara şemiyê berve sê gundên derdora bajarokê Ceza pêşketibûn";. + +Li gor amarên malperê, di encama şer û pevçûnan de 8 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê malperê ti zanyarî derbarê qurbaniyên YPGê nedan. + +Hat gotin ku heta îro sibehê jî pevçûn li derdora bajarokê Ceza navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê berdewam in. +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku Xesrew Goran namzedê PDKê ye ji bo posta cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê. + +Parlamenterê PDKê Rênas Cano ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";PDKê Xesrew Goran ji bo posta cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê namzed kiriye eger ew post bibe para PDKê";. + +5 aliyên Kurd parlamenterên wan di Parlamentoya Iraqê de hene, PDKê 25 parlamenter, YNKê 21, Gorran 9, Yekgirtûya Îslamî 4 û Komela Îslamî 3 parlamenter in. + +Xesrew Gorran kî ye? + +Endamê serkirdatiya PDKê ye. + +Berpirsê dezgeha hilbijartinan a PDKê ye. + +Demekê berpirsê şaxê PDKê li Mûsilê bû. + +Piştî hilweşandina rejîma Baes cîgirê parêzgarê Neynewayê bû. + +Piştî serhildana 1991ê demeke dirêj serokê dîwana Parlamentoya Kurdistanê bû. +Hewlêr (Rûdaw)- Bi armanca piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li herêma Kobanî ku ev çend rojin rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê tên, wê şandeke ji 40 kesan pêk tê biçe navçeya Sirûcê li ser sînorê Kobanî. + +Ew şanda ku ji 40 pîrên Elewî, nivîskar û rewşenbîran pêk tê di daxuyaniyekê diyar kirin ku ";DAÎŞ ku îro li Rojhilata Navîn toreyên xwe çêdikin, rêxistineke terorîst, faşîst, nijadperest û xwînmij e,û li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";DAÎŞ li dijî hemû pêkhateyane lewra ewê biçin ser sînora Kobanî û zîrevaniya aştiyê bigrin. + +Şanda Elewiyan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ewê roja 15ê tîrmehê ber bi sînorê Sirûca Rihayê û Kobanî ve birêkevin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê êrîşa çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî şermezar kir û ji hêzên siyasî yên Kurdistanê xwest ku bi her awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro yekşemê 13/7/2014 daxuyaniyek derbarê rewşa herêma Kobanî de, ku ev çend rojin rastî êrîşa DAÎŞê tê, derxist. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";ew êrîş bi pilanekê û bi çekên giran ên ku grûpên çekdarî li Iraqê dest danîne ser tê encamdan";. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ";destxweşî li berxwedana keç û kurên Rojavayê Kurdistanê kir ku bûne çeperek ji bo parastina wan destkeft û azadiya ku bi xwînê bi dest hatine";. + +Herwiha ji hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwest ku ";nakokiyên xwe bidin aliyekî û di van şert û mercên dijwar de bibin yek dest û yek helwest û rê nedin armancên dijminên Kurdan pêk werin";. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî kir ku alîkariyên mirovî bilez bigihînin Rojavayê Kurdistanê û rê nedin karesateke mirovî û komkujî li dijî Kurdên Rojava çêbibe. + +Di dawiya daxuyaniyê de, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên perçeyên Kurdistanê kir bi her awayekî ku dibînin guncayî ye, piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û bilez bi hawara wan ve biçin. + +دەخوازن ئەو بیرە نەوتانە +پشتی کۆنتڕۆڵکرنا بیرێن پەترولا مەخموورێ ژ ئالیێ هێزێن پێشمەرگەی ، ئاکنجیێن ڤێ قەزایێ دخوازن کۆنتڕۆڵکرنا ڤان بیرێن پەترولێ سوود ژ بۆ خەڵکێ ڤێ نافچێ هەبە و دەرفەتا کاری ژ بۆ گەنجان دابین بکە و ب ڤی کارێ حکوومەتا هەرێما کوردستانێ ژی دڵخۆشن ، چوونکی بەریا نها ژ ئالیێ ئیداری پارێزگەها موصل ئەڤ قەزایە ب رێڤە دبر ، لێ ئاکنجیێن ڤێ نافچێ د بێژن: هەر چەندە نافچەیامە ئا زەنگینە ب پەترولێ لێ خێرو بێرا وێ بو مە نەبوویە و قەزا مە ژ پروژێن خزمەتگوزای هاتیە بێ بەشکرن. دا ب هەڤرا تەماشەی راپورتەکێ بکن د ڤی بارەی دە . + + +Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama lihevketina du motorsîklêtan û otomobîlekê de 5 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. + +Qaymeqamê Merîwanê Mihemed Fellahî, ragihand, şeva borî li ser rêya navbera bajarê Merîwanê û nahiya Serwavayê du motorsîklêt bi hev re li otomobîleke ji curê ";Pride"; ketin. + +Mihemed Fellahî da zanîn, li ser motorsîklêtan 4 kes û li nav otomobîlê de jî 4 kes hebûn ku her 4 sernişînin motorsîklêtan û sernişînek otomobîlê di cîhê bûyerê de mirin. + +Fellahî ragihand, şofêr û 2 sernişînên din ên otomobîlê jî bi giranî birîndar bûn. + +Hat gotin, birîndarên bûyerê û termên miriyan birin nexweşxaneya Ebû Elî Sîna ya bajarê Merîwanê. + +Hat zanîn, heta niha nayê zanîn ka sedema wê bûyerê çi bûye lewma lêkolîn derbarê bûyerê de didome. + +Şingal (Rûdaw) – Hejmara turkmanên ku ji ber şerê artêşa Iraq û çekdarên rêxistina DAIŞê ji bajarokê Tileferê yê Mûsilê reviyane bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, gihîşt 58 hezaran. + +Qaymeqamê Şingalê Miyeser Hacî Salih ragihand, derdora 12 hezar malbat ji ber şerê artêşa Iraq û DAIŞê reviyane Şingalê. + +Hacî Salih da zanîn, hejmara wan awareyan 58 hezar kes e ku di nav wan de 35 hezar zarok hene û diyar kir, beşek ji penaberên Tileferê li nav mizgeft, dibistan û ziyaretgahan de dimînin û xelkê deverê jî alîkariya wan dikin. + +Duh jî berpirsê PDKê li Mûsilê ragihandibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampekê ji awareyên Tileferê re ku pirraniya wan turkman in, çêbike. +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê serdana Tirkiyê bike û bi rayedarên wî welatî re bicive. +Li gorî AAyê, Barzanî dê sibê (14ê Hezîranê) serdana Enqerê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin bike. +Li gorî agahiyan, di vê serdanê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed hevaltiya Barzanî bikin. +Tê gotin, di hevdîtina Barzanî û Erdogan de dê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Enqerê bên gotûbêjkirin. +Medyaya Tirkiyê vê serdana Barzanî wek ";bûyerek surprîz"; dibînin. + +Kobanî (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di nav 24 saetan de hêzên wan karîne 61 çekdarên rêxistina DAIŞê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bikujin. + +Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên dawî yên li herêma Kobanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞê ji devera sînorê Tirkyê heta gundê Cib El-ferecê êrişek pêk anîn û êrişa çeteyan rastî bersivdayîna tund a şervanên YPGê hatiye. + +Li gorî navenda YPGê, di pevçûnên ku li van deveran çêbûne de, 42 çete hatin kuştin û gellek çek û cebilxaneyên çeteyan ketine destê şervanên YPGê. + +Çek û cebilxaneyên ku hatine desteserkirin ev in: +"4 Klaşînkov, çekek RBG û 4 guleyên wê,2 dûrbînên şevê û du Bêtêl (cîhaza ragihandinê), zincîreke guleyên BKS û 1000 fîşekên klaşînkovê,4 Bombe û demançeyek." + +Li aliyekî din YPGêda zanîn ku yekîneyên wan li dijî baregehên çeteyên derdora bajarokê Şêxler Tehtanî (El-Şiyûx) çalakiyên bibandor li darxistine û wiha hat gotin: "Di van çalakiyan de jî 7 çete hatine kuştin û gellekjî birîndar bûne. Her wiha çekek RBG, yek BKS û yek Klaşînkov ketiye destê şervanên me." + +Li eniya rojhilat jî şervanên YPG li derdora gundê Ehmediyê çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 8 çete hatin kuştin. + +Li gorî agahiyan di pevçûnên li gundê Bîr Temihê jî 4 çete hatine kuştin. + +Navenda Çapemeniya YPGê ragihand ku çeteyên di bereyên şer de têk diçin vê carê serî li rêbazên qirêj ên şer didin. + +Hate zanîn ku duh êvarî çeteyên DAIŞê li gundê Qadisiyê bombeyek li ser rêya çûnûhatina welatiyan bi cih kirine û di dema derbasbûna welatiyan de, bombe teqiyaye. + +Di encama teqînê de 2 welatiyên ji pêkhateyên Ereb jiyana xwe jidest dan û welatiyekî din jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)-Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Yasaya leşkerkirina neçar ku bi navê "; Erkê Xweparastinê li Herêmên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk"; ji bal Rêveberiya Kantona Cizîrê ve hatiye sepandin red kir. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî Nihmet Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan di nameya xwe de ji bo Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gotibû ev proje ji kokê ve nayê qebûlkirin. +Dawûd got Encûmena Niştimanî di nameya xwe de diyar kiribû ku wê encamên xirap ên vê projeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hebin û wê rêjeya koçberiyê û valakirina Herêmên kurd zêde bike. +Dawûd herwiha got lê weke her car, ew projeyekê pêşkêşî Encûmenê dikin û beriya ku Encûmen wê projeyê gengeşe bike û ew projeyê pesend dikin û ferz dikin. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî aşkere kir ku Encûmen dê li hev bicive û helwesta dawî li hember pesendkirina vê projeyê werbigre. +Duh, roja yekşemê, Encûmena yasadanînê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê yasaya leşkerkirina neçar pesend kir. + +کۆنترۆلکرنا هەردوو تاخێن وەحەدە و جەماھێرێ ل دەڤەرا جەلەولایێ ژ ئالیێ پێشمەرگەیڤە خەلک کێفخوەشکر کو ئێدی رەوش ئارام دبە و ھنەک ژ سازی و ئیدارەیان ژی جارەکە دن کارێن خوە بەردەوان دکن. خەلک دخوازە رەوش وسا ئارام بمینە و تەکەزێ دکن کو پێشمەرگە دەڤەرێن وان ئارام دکە و ئارامیا دەڤەرێ دپارێزە. + +Kobanî (Rûdaw)- Karê komîteyên ku navbênkariyên di navbera YPG û DAÎŞê de dikin bo bihevguhertina girtiyan berdewame. + +Ev demeke ku ew komîteyên ku navbênkariyê dikin bo serbestberdana girtiyên sivîl ên Kobanî li cem DAÎŞê kar dikin, di himber de dê YPG jî çen êsîrên rêxistina navborî berde. + +Hewldanên wan komîteyan bi serkeftin naçin serî, cara dawiyê, ji ber kudema bihevguhertinê ketibû êvarê, ew prose careke din bo roj û demekenediyar hate rawestandin. + + +قهزا شێخان ب ئێك ژ دهولهمهند ترین قهزایانه ب سامانێ پترۆلێ و 8% ژ یهدهكێ پترۆلا عیراقێ ل سنوورێ ڤێ قهزایێ یه، لێ خهلكێ وێ گللهیان دكهت كو تا نوكه ئهو سوومهند نهبووینه ژ ڤى سامانێ سرۆشتى و دخوازن ئهو وهكو خهلكێ دهڤهرێ نه بتنێ بێهن و دویكێل بههرا وان بیت. +*** +قهزا شیخان كو ئێك ژ دهولهمهنترین قهزایێن كوردستانێ یه ب سامانێ نهفتێ و لێ هندهك ژ خهلكێ وێ گللهیان دكهن كو زیانێن ژینگههى و ساخلهمى ژ ئهگهرێ دهرئینانا پترۆلێ دگههنه قهزایا وان. +وهلاتى +گهنجێن قهزایێ دیار دكهن كو وان دڤیا كاروبارێن كۆمپانیێن پترۆلێ وان ئهنجامدابا ل جهێ كرێكارێن دى، داكو رێژا بێكاریێ كێم ببا. +وهلاتى +هیڤیا وهلاتیان ئهوه كو قهزایا وان ژههموو ئالیانڤه سوومهند بیت ب ڤى سامانێ سرۆشتى به بتنێ دوكێل وبێهن بههرا وان بن. +وهلاتى +ل قهزا شێخان 15 ملیار بهرمیل یهدهكێ نهفتێ ههنه كو دبیته 8% ژ نهفتا عیراقێ و 33% ژ نهفتا باشوورێ كوردستانێ ژبلى كێلگههێن كهركوك. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi sedema guhertinên gitşî li ser heyva destkird ya Turksatê, îşev demjimêr 12:00 dê frêkansên televîzyona Rûdawê bên guhertin. +Ev guhertin di çarçoveya berfereh kirin û zêdekirina heyvên destkird ên serkî di nava Turksatê de tê ku karê wan weşandina frêkansên kenalên li ser Tuksatê ye, lewma bi sedema belavbûna her du heyvên destkird, ên taybet bi fêkansiyan, biryare heyva destkird a sêyem bê zêdekirin, lê bi vî awayî frêkansên hemû kenalên li ser heyva Turksatê tên guhertin. +Frêkansên nû yên Rûdawê li ser heyva Turksatê bi vî awayî ne: +Satellite: Turksat + +Frequency:12729 MHz + +Symbol Rate: 27500 + +Polarisation : Horizental + +FEC: 5/6 + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê hejmarek kes ji her du gundên Ebû Qîr û Çemçilek ku nişteciyên wan erebên ji êla Şerabiyan in girtin. +Çavkaniyeke taybet ji gundê Ebû Qîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku dema kesek bi navê Ebdulkerîm Brahîm Bazo dixwest di herêma Dêrikê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, navborî ji bal hêzên Asayişa Dêrikê ve hatibû girtin. +Heman çavkaniyê da zanîn ku amîreke telefona Sûreya, ku nemreyên Tirkî û yên hin welatên Kendavê tê de tomarkirî bûn, û bireke mezin ji dolaran bi Bazo re hatibû girtin û di dema lêkolînê de, ew li xwe mukur hatibû ku pêwendiyên wî bi şaneyên terorîst li her du gundên navborî hene. +Çavkaniyê herwiha diyar kir ku li ser ronahiya mukurhatinên Bazo bêhtirî 20 kesan ji gundê Ebû Qîr û 15 kesan ji gundê Çemçêlek ji bal Asayişê ve bi tohmeta wergirtina çekên giran û pêwendiya bi grûpên terorîst re girtine. +Çavkaniyê got bi navbênkariya rûsipiyên her du gundan, Asayişê derdora 10 kesan ji xelkê gundê Ebû Qîr serbest berdane û hîn hewlên serbestberdana kesên din berdewam in. + +Hewlêr (Rûdaw)-Duh, Yekşemê, Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, ku ji bal Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ji partiyên kurd, Siryanî û hin eşîretên ereban ve hatibû ragihandin, yasaya xizmeta leşkerî ya neçar pejirand. +Yasaya pejirandinîwekeyasayaerkê bergiriya xweser di ber Herêmên Rêveberiya Xweser de û weke erkekî civakî, moralî û yasayî hatiye danasîn. +Li gor xalên yasayê, ev yasa erkê hemû pêkhateyên civakî yên kantonê ye û divê her malbatek endamekî xwe ku temenê wî di navbera 18 û30 salî de be, ji bo erkê bergiriyê pêşkêş bike. +Her li gor xalên yasayê, dema xizmeta leşkerî 6 meh in ku divê bi şêweyekî yekcar yan jî bi şêweyekî qutqutî di nava salekê de bê qedandin lê ev erk ji bo keçan xwebexş e ne ku neçar e. +Yasaya pejirandî malbatên şehîdên YPGê û Asayişê, kesên astengdar, nexweş, malbatên ku endamên wan di nava rêzên Asayişê, YPGê û YPJê de yan jî li gor Yasayê di nav Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de hebin ji vî erkî efû dike. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, ku çendîn partiyên kurd û hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digre, ev yasaya xizmeta leşkerî ya neçar kuji bal Rêveberiya Kantona Cizîrê ve hatiye pejirandin red kir. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî Nihmet Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan di nameya xwe de ji bo Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gotibû ev proje ji kokê ve nayê qebûlkirin. +Dawûd got Encûmena Niştimanî di nameya xwe de diyar kiribû ku wê encamên xirap ên vê projeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hebin û wê rêjeya koçberiyê û valakirina Herêmên kurd zêde bike. +Dawûd herwiha got lê weke her car, ew projeyekê pêşkêşî Encûmenê dikin û beriya ku Encûmen wê projeyê gengeşe bike û ew projeyêdipejirîninû ferz dikin. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî aşkere kir ku Encûmen dê li hev bicive û helwesta dawî li hember pejirandina vê projeyê werbigre. +Ji bo wergirtina helwesta Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê derbarê Yasaya pejirandî de, Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi hevserokê Encûmena navborî Ebdulselam Ehmed re kir, lê wî ti daxuyanî di vê derbarê de nedan. +Her yek ji Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê rêkeftina Hewlêrê ligel hev îmzekiribûn û li ser bingeha rêkeftina navborî Destya Bilind a Kurdî ji bo rêvebirina hevbeş li Rojavayê Kurdistanê damezrandibûn, lê ew rêkeftin cîbicî nebû û desteya Bilind jî rawestiya û her yek ji her du Encûmenan hevtaya xwe bi binpêkirina rêkeftinê û rawestandina Desteyê tohmetbar dike. + +Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkî Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl diyar kir ku rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê di pevçûnên li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê de çekên kîmyayî bikar aniye û banga li rêxistinên mafên mirov ên navneteweyî kir li pey vê mijarê herin. + +Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl derbarê mijarê û rewşa dawî de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ku di malpera fermî ya YPG’ê de hat weşandin wiha hat gotin: "Ev demek e kantona Kobanê rastî êrîşên hovane yên rêxistina terorîstî ya DAIŞ tê. Di van êrîşan de çeteyên DAIŞê hemû cure çekên giran ku di nav de fûzeyên germahiyê yên Amerîkî jî hene, bikar anîne. Her wiha li gorî dîtinên me yên destpêkê ên li ser bedena birîndar û şehîdan, hat texmînkirin ku çeteyan çekên kîmyayî jî bikar anîne. Piştî lêkolînkirina bijîşk û ekîbên tendirustiyê yên kantona Kobanê, hat tespîtkirin ku çeteyên DAIŞê çekên kîmyayî jî li dijî me bikar anîne. Li gorî doktoran li ser cenazeyên şehîdan şûna şewat û deqên sipî hatin dîtin."; + +Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Tendirustiyê ya Kantona Kobanê bal kişandiye ser tinebûna alavên teknîkî û pêdiviyên lêkolînkirinê û wiha hat ziman: ";Ev yek bû sedema nenaskirina tekez a van madeyên kîmyayî. Di encama dorpêçkirina li ser kantonê de jî ev alav û pêdivî peyda nabin." + +Di berdewama daxuyaniyê de banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî, hemû saziyên mafên mirov ên navneteweyî hat kirin û ji wan hat xwestin ku biçin Kobanê û lêkolînê bikin. Her wiha hat xwestin ku rê li ber van êrîşan bê girtin. + +Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemu dezgehên çapemenî û ragihandinê yên herêmî û navneteweyî jî hat kirin ku vê rewşa mirovahî ya dijwar ji raya giştî û cîhanê re ragihînin. + +Îlam (Rûdw) – Li bajarê Îlamê, komek sazî û encumenên sivîl ên ku xwe wek reformxwaz bi nav dikin, bang li hikûmeta Îranê kirin li dijî gef û tehdîdên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê tedbîrên pêwîst bigire. +16 sazî û encumenên sivîl ên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa siyasî, aborî û kulturî ya parêzgehê civiyan. + +Di civînê de li ser gef û tehdîdên rêxistina DAIŞê ku ev demek e beşek ji xaka Iraqê xistiye destê xwe û bûye ";cînar";a parêzgeha Îlamê, hat axaftin. +Berpirsê Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îlamê, ku yek ji wan saziyan e yên bang li hikûmeta Îranê kirine, Mûsa Emîdî ji Rûdawê re got, êrişên DAIŞê yên li dijî Iraqê bandor li ser jiyana xelkê Îlamê jî kiriye û beşek ji karsaz û bazirganên îlamî ji tirsa êrişan parêzgeh terikandine. +Mûsa Emîdî ku beşdarî civîna wan sazî û encumenên sivîl û reformxwaz bibû, anî ziman ku di civînê de ji parêzgar û rêveber û rayedarên din ên Îlamê xwestine, fikarên wan ji hikûmeta Îranê re ragihînin û ji wan bixwazin ku ji niha tedbîrên pêwîst li hember her cure gef û tehdîdên DAIŞê li ser Îlamê bigirin. + + +Îlam (Rûdaw) – Ji ber toza zêde, hemû îdare û navendên fermî û perwerdê li bajarên Dêhloran û Mêhranê yên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin û geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê hatin sekinandin. + +Ev çend roj in toz li başûrê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê dibare. + +Rêveberê giştî yê rewşa awarte li parêzgeha Îlamê Ehmed Keremî îro ragihand, ji ber zêdebûna tozê li bajarên Mêhran û Dêhloranê rewşa awarte hatiye ragihandin û hemû navendên fermî û perwerdê jibilî dermanxane û nexweşxaneyan hatine girtin. + +Ehmed Keremî da zanîn, lê deverên din ên parêzgeha jiyana xwe ya normal didomînin. + +Ji aliyekî din, rêveberê balafirgeha Îlamê ragihand, geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê ji ber toza zêde hatine sekinandin û da zanîn, rojane 4 geşt di navbera Îlam-Tehranê de tên kirin ku ji ber tozê hatine sekinandin. + +Li gorî agahiyan, ji ber zêdebûna tozê otomobîl neçar dimînin çirayên xwe vêxin û xelk jî nikarin derkevin derve. + +Tê gotin, ev rewş dê heta sibê jî bidome. + +Amed – Li Amedê kes an jî kesên nenas bombeya dengî avêtin standa îmzeyan a Platforma Demokratên Kurd (PDK). + +Platforma Demokratên Kurd (PDK) ev 2 roj in ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Kuçeya Hunerê ya Amedê stand vekiriye û îmzeyan berhev dike. + +Îşev saet 21.30, kes an jî kesên nenas bombeyeke dengî avêtin standa îmzeyan a li Kuçeya Hunerê. Ji ber dengê zêde yê bombeyê tirs û xofeke mezin ket nava şêniyên derdorê. + +Li gorî agahiyên ku Berpirsyarê Ragihandinê yê PDK’ê Tahsîn Sever dan Rûdawê, armanca wê êrişê astengkirina berhevkirina îmzeyên ji bo Başûrê Kurdistanê ye lê ew ti caran gav paşde navêjin. + +Sever, destnîşan kir ku wan di nava 2 rojan de li Amedê 3 hezar û li Batmanê jî 6 hezar îmze berhev kirine û ew dê di rojên pêş de jî li Mêrdîn, Silopî û hin bajarên din îmzeyan berhev bikin. + +Li gorî agahiyên Tahsîn Sever, digel ku li Amedê tenê li cihekî îmze berhev dikin jî eleqeyeke mezin li hemberî kampanyaya wan a îmzeyan heye. +Hewlêr (Rûdaw)- Posta Talebanî li Bexdayê polîtbîroya YNK dabeş kir. Beşek ligel wê yekê ne ku Berhem Salih li şûna Talebanî bê danîn û beşek jî piştevaniya Necmedîn Kerîm dikin. Lê aliyê ku biryara dawî li ser yekalîkirina wê postê dide, mala Talebanî ye. Ew jî heta niha ";bi ti awayî piştevaniya Berhem Salih nakin";. + +Ev çend roj in polîtbîroya YNK ji gengeşeya yekalîkirina posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê rizgar bûye, lê bêyî ku bêhna xwe vede, mijara yekalîkirina posta serokomarê Iraqê bûye girêkeke kor a mezin li ba YNK. + +Ev du roj in polîtbîroya YNK, civîn li dû civînê saz dike, lê hêj namzedê posta serokomarê Iraqê yekalî nekiriye. + +Berhem Salih û Necmedîn Kerîm ji hemûyan bêhtir navê wan tê hildan da ku bibin serokomarê Iraqê. Bi şertê ku ew post ji kurdan re be, lê ji ber ku li ser wan herdu kandîdan polîtburoya YNK bûye du beş, niha navê endamê desteya kargêrî ya polîtburoya YNK Omer Fetah jî tê ji bo cihgirtina Talebanî. + +Endamê polîtbîroya YNK Aso Mamend dibêje: ";Proseya siyasî ya Iraqê û yekalîkirina hersê postên sereke yên Iraqê (serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê) ji ber YNK ranewestiyaye";. + +Bi dîtina Aso Mamend, hêj ne zelal e ka wê kurd çawa beşdarî proseya desthilatdariya Iraqê bibin: ";Em vêga nizanin dê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de çawa be. Bi nerîna me mijara hersê serokatiyan bi hêsanî yekalî nabe û berdewam dibe";. + +Derbarê namzedê YNK ji bo posta serokomar de, ku gelo di navbera Berhem Salih û Necmedîn Kerîm de, şensê kî bêhtir e? Aso Mamend got: ";Heta niha polîtburoya YNK ew mijar gotûbêj nekiriye";. + +Rûdaw bi rêya çavkaniyên xwe yên bawerpêkirî serwext bûye ku şandeke bilind a Îranê di nava çend rojên borî de ligel Hêro Îbrahîm Ehmed ku niha wek kesa yekem di YNK de derdikeve pêş, civiyaye û daxwaz kiriye lezê bikin di yekalîkirina posta serokomarê Iraqê de. Bi gotina wan çavkaniyan baskê Hêro Îbrahîm Ehmed bi ti awayî piştevaniya Berhem Salih nakin. Daxwaz ji Necmedîn Kerîm jî hatiye kirin ku her li cihê xwe, ango wek waliyê Kerkûkê bimîne. + +Helwesta mala Talebanî pirr bi zelalî û eşkere derbarê Berhem Salih derket, gava ku xwişka Hêro, Şanaz Îbrahîm ragihand: ";Kesekî ku di rojên teng de pişta xwe dabe YNK nabe serokomar";. Berhem Salih armanca gotinên Şanazê bû, ku di dema borî de ji posta cîgirê sekreterê giştî yê YNK îstîfa kir. Gava ku piştî hilbijartinên 20 îlona par ên parlamentoya Kurdistanê, YNK rastî têkçûneke mezin hat, Berhem Salih daxwaza girêdana kongreyê kir. Ev yek jî ne bi dilê malbata Talebanî bû. + +Her di wê demê de, Şanaz Îbrahîm Ehmed di gotarekê de ragihand ku kesên ku piştgiriya YNK nekin, êdî di serketinên YNK de beşdar nabin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, PDK, herweha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî daxwaz kirine YNK ji bo posta serokomarê Iraqê, Berhem Salih namzed bike. Çiku kandîdê YNK ji bo posta serokomarê Iraqê mercedar e bi razîbûna Barzanî û PDK û partiyên Kurdistanê yên din. + +Endamê serkirdatiya PDK Elî Ewnî qala posta serokomarê Iraqê dike û dibêje: ";Ew mijar ji YNK re hatiye hiştin";. + +Elî Ewnî bi awayekî ne rasterast qala şiyanên Berhem Salih dike ku ji bow ê postê dest dide û dibêje: ";Divê YNK kesekî hilbijêre ku li ser asta navxwe û derve û navneteweyî cihê qebûlkirinê be û xwedî şiyan be û tecrûbeya wî di îdareya dewletê de hebe";. + +Elî Ewnî daxwazê ji YNK dike ji bo posta serokomarê Iraqê wek Şîeyan li kurd jî neyê, ku li ser Malikî niha Şîe parçe bûne, lewra: ";Divê YNK kesekî hilbijêre ku kurd li serê hevdeng bin";. + +Endama serkirdatiya YNK Ala Talebanî ku vêga endama Parlamentoya Iraqê ye jî, diyar kir ku divê YNK ";lezê"; bike di destnîşankirina kandîdê xwe ji bo posta serokomarê Iraqê. + +Ala Talebanî ji Rûdawê re got: ";Heta niha di YNK de du namzed hene, Berhem Salih û Necmedîn Kerîm, lê polîtburoya YNK hêj yekalî nekiriye bê kî namzedê YNK ye. Şîe dibêjin em li benda namzedê Kurdan in ji bo posta serokomar";. + +Endamekî polîtbêroya YNK ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, qala zanyariyên nû li ser kêşeyên navbera Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed kir û got: ";Hêro xan dixwaze Dr. Berhem bi zelalî û aşkereyî jê re bêje tu lêvegera bilind a YNK yî û gava ku bû serokomar pişta xwe nede Hêro xan. Nemaze ku di dema çûyî de Dr. Berhem pirr caran dilê Hêro xanim êşandiye. Redkirina Berhem Salih ji hêla Hêro xan ji bo posta serokomarê Iraqê ne biryara dawî ye. Qubad Talebanî niha dayika xwe û Berhem Salih li hev tîne da ku kêşeyên di navbera wan de bên çareserkirin û Hêro xan bi Berhem Salih razî bibe";. +Neynewa (Rûdaw)- ";Keskê"; ew navçeye ku heta niha dawî xala hêzên pêşmergeye li Başûrê Kurdistanê ligel çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Neynewayê. + +Keskê 10 km ji qeza Teleferê dûr e û piştî hêzên artêşa Iraqê jê kişiyan, niha ew dever ji aliyê hêzên pêşmerge ve tê kontrolkirin û xaleke kontrolê jî li wir danîne. + +Dûriya navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê Ii wî sînorî çend kîlometran kêm e, lê heta niha ti rûbirûbûneke çekdarî di navbera wan de çênebûye. + +Li kêleka hêzên pêşmerge, hêzên parastina jîngehê li Keskê Kurdistanê diparêzin, herwiha li wê deverê hemû pêwîstiyên bijîşkî ji pêşmerge re hatine peydakirin. +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ku rêveberiya deriyê Sêmalka nehiştibû derbas bibe, bi qaçaxî vegeriya Rojavayê Kurdistanê. + +Îbrahîm Biro duh ew jî mîna sekreter û çend serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rêya qaçaxiyê re vegeriya Rojavayê Kurdistanê. + +Biro ku endamê sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, ji Başûrê Kurdistanê çûbû Bakurê Kurdistanê û ji wir bi qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. + +Îbrahîm Biro roja 7/7/2014 xwestibû di rêya deriyê Sêmalka re ji Başûr vegere Rojavayê Kurdistanê, lê wek wî ji Rûdawê re gotibû ";Rêveberiya deriyê Sêmalka rê neda ku vegere bi hênceta ku ev biryar ya asayişê ye";. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro piştî ku vegeriya Qamişlo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha ";ti pirsgirêk di vegera wî ya bo Qamişlo de çênebûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêvebirê ragihandin û hişyariya niştimanî ya wezareta pêşmergeyan Helgurd Hîkmet got ku kolandina xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye. + +Emîd Helgurd Hîkmet ji Tora Medyaya Rudawê re li ser kolandina xendekan got ";Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê niha bi destê hêzên pêşmergeyan bendekî pêşgirî saz bikin û xendeqan çêbikin ku di vê planê de dirêjahiya firehiya wan sê metre ye. Me ferman daye navenda hemû hêzên pêşmergeyan ku hemû hêzên wan li aliyê xwe xendeqan çêbikin û bi awayekî giştî li hemû navçeyan destpêkiriye";. + +Derbarê sînorê xendeqan de ku çend navçeyan digirin û li çendan temam bûye, Helgurd Hîkmet wiha axivî: ";Bi piranî li ser sînorê Mûsil, Şingal, Zumar û sînorê Kerkûkê xendeq tên kolandin. Herwiha sînorê Diyala jî daxilî vê planê ye û li wê derê jî xendeq tên kolandin, lê belê niha pirsgirêka me tenê sînorê Seidîye û Celewla ye ku hêj nediyar e aliyekî wan dê bibe xendeq an na. Lê belê di plana me de heye";. + +Di axaftina xwe de Helgurd Hîkmet got ";Ji bo asayişa Başûrê Kurdistanê niha kolandina van xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye";. + +Li ber vê, wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û berpirsiyarekî siyasî yê Kurd da zanîn ku planeke wan heye li ser sînorê Başûrê Kurdistanê xendeqan çêbikin û wiha dewam kir: ";Ev xendeqên hanê li dijî derbasbûna komên terorîstan ji bo Başûrê Kurdistanê, astengiyek e gelek baş e";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sêşemê ";Însiyatfîa Kurdî ji bo guhertinên demokratîk"; ya ku ji aliyê partiyên ku di rêveberiya xweseriya demokratîk de beşdar in ve hatiye ragihandin, wê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bicive. + +Çavkaniyeke berpirs di rêveberiya xweseriyê de ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku wê ";gelek aliyên Kurd, kesayetiyên serbixwe û partiyên rêveberiya xweseriyê di civîna îro de beşdar bibin";. + +Li gor heman çavkaniyê, saziyên civaka sivîl, pêkhateyên weke Ereb, Xrstiyan û Aşûr û herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd ji bo vê civînê hatine vexwendin. + +Ji aliyê xwe ve, endamê Sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulsemed Xelef Biro ji Rûdawê re got ku ew weke ENKSê tevkî wê civînê nabin û tekîd kir ku ew wek ENKSê ";têkiliyê bi rêveberiya xweseriyê re nakin";. + +Roja 9/5/2014 partiyên rêveberiya xweseriyê însiyatîfek ji bo yekxistina opozîsiyona Sûriyê û pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet pêşkêş kiribûn. +Bexda (Rûdaw)- Hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn, şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin. + +Rêveberê nivîsandinê yê rojnameya el-Taaxî Bedirxan Sindî di daxuyaniyekê de ragihand ";Hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn û bi otombîlên polîsê Iraqê şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî li navçeya Kerade ya Bexdayê kirin û çekên zêrevanên avahiyê, otombîl û çend amûrên rojnameyê ligel xwe birin";. + +Bedirxan Sindî herwiha got ";Her çiqasî wezareta navxwe derbarê bûyerê de lêkolînê daye destpêkirin, lê rojnameya el-Taaxî wek helwestekê biryar daye hejmara roja sêşemê (îro) dernexe";. + +Ev bûyer di demekê de ye têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê gelekî aloz bûne. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo dicive û helwesta xwe ji pejirandina yasaya leşkeriya icbarî dide. + +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro saet 11ê sibehê, bi dema Qamişlo, sekretariyeta giştî wê civîneke awarte li dar bixe û tê de helwesta xwe ya dawî derbarê pejirandina yasaya leşkeriya icbarî aşkere bike";. + +Xelef Biro da zanîn ku di civîna îro de hewlên şanda êl û eşîretên Kurdan ku di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de navbeynkariyê dikin, wê bên gotûbêjkirin. + +Roja yekşemê ya borî encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên hevlabendên wê ve hatiye avakirin, yasaya leşkeriya neçar li Cizîrê pejirand. + +Berî niha cîgirê serokê ENKSê Nihmet Dawûd ji Rûdawê re ragihandibû ku ";ENKSê di nameya xwe ya ji bo EGRKê de gotibû ev yasa ji kokê ve nayê qebûlkirin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Mûrat Yetkînê nivîskarê rojnameya Radîkalê ku li Tirkiyê weşanê dike radigihîne ku ";wergirtina pereyên petrolê ji bo Kurdan gaveke dîrokî ye";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo peywendiyên siyasî û aborî bi serokatiya şandekêserdana Tirkiyê kir. Ev serdan Ji aliyê medyaya tirkî ve tê ragihandin ku girîngtirîn sedema vê serdanê wergirtina pereyên petrola Kurdistanê ye. + +Serdana Barzanî di medyaya tirkî de deng veda, gelek nûçe û nivîs di derbarê serdanê de cih girtin. Yek ji van jî nivîsa Mûrat Yetkîn e. + +Mûrat Yetkînê ku nivîskarê rojnameya Radîkalê ye di nivîsa xwe ya îro de balê dikişîne ser serdana Barzanî bo Tirkiyê. + +Yetkîn dide zanîn ku ";wergirtina pereyan ji bo petrolê gaveke biçûk e, lê ji bo Kurdan gavek e mezin û girîng e";. + +Yetkîn dibêje ";Sedema vê jî ewe ku hikûmeta Kurdistanê li hember dijderketina Malikî jî dest bi derhênandina petrolê kir û cara yekem petrola Kurdistanê di bazara cîhanê de belav bû";. + +Pereyên petrola Kurdistanê di banka Tirkiyê de ne û dîsa ji aliyê medyaya tirkî ve tê îdîakirin ku şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina van pereyan serdana Tirkiyê dike. + +Yetkîn di nivîsa xwe de balê dikişîne ser têkiliyên Başurê Kurdistan û Tirkiyê yên duhî û îro. Ew asta têkiliyan ji bo Kurdan weke ";serkeftinekê"; nîşan dide û dide xuyakirin ku ";di siyaseta Rojhilata Navîn de miletê ku zehmetirîn siyaset meşandî Kurd in, lê dereng jî be, yê ku serbikevin dîsa dê ew bin";. + +سوفیان یوسڤ بهرپرسێ نڤیسینگهها شنگال یا دهڤهرێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستان + +ئهندازیار ئێزدین خهلهف : رێڤهبهرێ باژێرڤانیا شنگال +ئینترۆ : ژمارا گشتى یا مووچهخوهرێن سڤیل ل شنگال 28625 فهرمانبهرن +10158194232 دهه ملیار وسهد وپێنجى وههشت مهلیون وسهد نۆت وچوار ههزار ودووسهد وسیه ودوو دیناران وهردگرن ل گۆر ئامارێن فهرمى ژمارا مووچهخوهرێن عهرهب ژ یێن كورد پترن ل دهمهكى دا رێژهیا كوردان ل وێ دهڤهرێ دا پتر ژ 90% .. فهرمانگههێن سهر ب حكومهتا ناڤهندڤه ڤه دوو ههیڤان مووچه وهرنهگرتینه وبهشهك ژ فهرمانبهران دهست ژ كار دكێشن +ل سهر وێ چهندێ كو كورد پشكا شێر پێك دهینن ل شنگال دا لێ گوهارتنا دیموغرافیهتا دهڤهرا وان ل سالێن چووى دا وه لێ كربوو كو فهرمانبهرێن عهرهب ژ یێن كورد پتربن +سفیان یوسڤ : بهرپرسێ نڤیسینگهها شنگال یا دهڤهرێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستانێ " ل پێش شهش ههیڤان مه ئامارهك دروست كر كه دیاردبێ كوپ تر ژ 90% ژخهلكێ شنگال كورد لێ ل هندهك فهرمانبهران ژمارا فهرمانبهرێن عهرهب پتر ژ 60% بوو " +پشتى كهتنا پارێزگهها نهینهوا ژێر دهستێ چهكداران گوهارتن ب سهر پرۆسهیا مووچه وفهرمانبهران دا هات ول هندهك فهرمانگههێن شنگال ژمارهكا مهزن یا فهرمانبهران دهست ژ كار بهردان ژبهر نه دانا مووچه +ئهندازیار ئێزدین خهلهف : رێڤهبهرێ باژێرڤانیا شنگال " ڤه دوو ههیڤان مه مووچه وهرنهگرتیه ومهتورسى ههیه فهرمانبهرێن مه دهست ژ كار بهردن كه ژ 125 فهرمانبهران نیزیك 50 فهرمانبهرى دهست ژ كار بهردایه تایبهت ئهو كاركهرێن كه ب رۆژانه ل گهل مه بوون +ل گۆر زانیاریێن ب دهست رووداو كهتین ژ ژێدهرهكى بههوهرپێكرى كه نه خواست ناڤێ وى ئاشكرا ببێ +ژمارا گشتى یا مووچهخوهرێن سڤیل ل شنگال 28625 فهرمانبهرن +10158194232 دهه ملیار وسهد وپێنجى وههشت مهلیون وسهد نۆت وچوار ههزار ودووسهد وسیه ودوو دیناران وهردگرن +فهرمانبهرێن شنگال كه مووچه ژ حكومهتا باشورێ كوردستان وهردگرن ل شنگال 1925 فهرمانبهرن كوژمێ كه وهردگرن 1545758600 ئێك ملیار وپێنج سهد وچل وپێنج مهلیون وههفت سهد وپێنجى وشهش ههزار وشهش سهد دینار +فهرمانبهرێن سهر ب حكومهتا ناڤهند 5650فهرمانبهرن كوژمێ كه وهردگرن 3715935632 دینار +ئهڤ ژماره ژبلى فرمانبهر وفهرمانگهه وسازیێن ئهمنى نه ل شنگال +ژمارا ئهو كهسێن مووچه ژ چاڤدێریا كۆمهلایهتى وهردگرن سهر ب حكومهتا ناڤهند 6500 فهرمانبهره كه 2600000000 دینار وهردگرن +فهرمانبهرێن خانهنشینێن سڤیل ولهشكهرى سهر ب حكومهتا ناڤهند 10000 فهرمانبهرى كه 4000000000 چوار ملیار دینار +خانهنشین سهر ب حكومهتا باشورێ كوردستانێ ڤه نیزیك 300 فهرمانبهریه كه 233مهلیۆن دینار +پێكهفتى یێن ژ حكومهتا باشورێ كوردستانێ مووچه وهردگرن 4250 پهكهفتیه و مووچه یێ وان 637500000 + Amed (Rûdaw)- Cenazeyên 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên di şerê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbûn, li Amedê bi xakê hatin spartin. + +Roja 12ê tîrmehê 2 şervanên YPGê yên ji Bakurê Kurdistanê bi navê Mehmet Salîm Çelîk ku bi navê Hogir Garzan dihat naskirin û A. Vahap Kapar ku bi navê Firat Cîlo dihat naskirin, li gundê Cibinê li rojhilatê Kobanî jiyana xwe ji dest dan. + +Cenazeyên her du şervanên YPGê bi amdebûna bi hezaran kes li goristana Yenîkoy ya Amedê hatin veşartin. + +Roja 11ê tîrmehê cenazeyê fermandarê YPGê Fazil Kapalak ku bi navê Kendal Dewran dihat naskirin û cenazeyê yê şervanekî din ê YPGê bi navê Mistefa Ezîz Arslan ê ku di şerê li herêma Kobanî de jiyana xwe ji dest dan, li Colemêrg û Pirsûsê bi xakê hatin spartin. +Kobanî (Rûdaw)- Ji duh êvarê de derdora 100 Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanî bikin li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê yên ku ev nêzîkî 2 heftiyane li ser herêma Kobanî dike, bi qaçaxî derbasî herêma Kobanî bûn. + +Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê li Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê reragihand ku ";di destpêkê de leşgerên Tirkiyê qedexekiribûn ku Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanî di sînor re derbas bibin û gule di ser wan re avêtin, lê derdora 100 kesî di derengiya şeva borî de bi qaçaxî di sînor re derbasî Kobanî bûn";. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî got ku ";dora saet 3:00 berbanga îro sêşemê, piştî derbasbûna Kurdên Bakur bo herêma Kobanî, bi hezaran gule wekî kêfxweşiyê li Kobanî hatibûn avêtin, ji ber vê yekê tevahiya xelkê bajarê Kobanî ji ber dengê guleyan ji xew rabûn";. + +Çavkaniya ji ragihandina YPGê herwiha diyar kir ku ";şer û pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de li hersê eniyên şer li rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî berdewam dikin";. + +Bi gotina wê çavkaniyê, ";li rojavayê herêma Kobanî YPGê ji derdora gundê Cibinê de êrîşî çekdarên DAÎŞê li gundê Beyadiyê kir û 4 çekdar kuştin, herwiha li gundê Degirman jî şer di navbera her du aliyan derket, lê encam hîn nediyar in";. + +Ragihandina YPGê gotibû ku ";DAÎŞê êrîşî gundê Aşmê li başûrê herêma Kobanî kiribû û YPGê jî bersiv dabû, di encam de erebeyeke Doşka ya DAÎŞê hatibû rûxandin";. Li rojhilatê herêma Kobanî jî şer di navbera her du aliyan li Ehmediyê û Huriyê derketibû û encam nediyar in. + +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, ";di van her du rojên borî de 3 şervanên YPGê şehîd bûbûn, 1 di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbû û duh şehîd bûbû û 2 jî di rahênanên YPGê yên leşkerî de rastî bûyerekê hatibûn û di encamê de jiayana xwe ji dest dan";. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserok Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namezedê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş di nav diruşmên kampanya xwe ya hilbijartinê de dibêje ku wî ";ti dizî nekiriye û tenê li sazê daye";. + +Demîrtaş di diruşmên hilbijartinê de gelek diruşmên ku rêbaza wî dide diyarkirin nivîsandine wek ";dema hûn bi serokomar difikirin, bi guhertina demokratîk bifikirin"; û ";bi serokomarekî wiha ku qet cudatiyê neke bixwaze ku her kes di komara wî de bi awayekî demokratîk bijî, bifikire";. + +Îro namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş rêbaz û programan xwe ya hilbijartinê ragihand û strana kampanya xwe ya hilbijartinê ya bi navê ";Were Demîrtaş were"; ji raya giştî re aşkere kir. + +Bi zimanê tirkî gotina ";çaldim"; him tê wateya ";min dizî"; û him jî tê wateya ";min li amûreke mûzîkê da";, ji ber wê Demîrtaş dibêje ";min tiştek nediziye tenê min li sazê daye";. +Kobanî (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên li rojavayê herêma Kobanî ku şer li derdora wan diqewime, vala dike. + +Li rojhilatê herêma Kobanî piştî ku gundên Girê Sor, Kendal û Evdukî li gundewarên herêma Girê Spî (Til Ebyed) ketin destê çekdarên DAÎŞê, YPGê gundên wek Dinnay, Kûpirlik, Cirin, Huriyê, Bendirxan, Um el-Hewa û Serzorî li rojavayê Girê Spî ji sivîlan vala dike. + +Encûmena cîbicîkar a kantona Kobanî derbarê vê yekê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku ";derxistina siîlvan ji gundên rojhilatê herêma Kobanî bi armanca parastina jiyana wan ji topbarana DAÎŞê ye";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";derxistina sivîlan proseyeke demkî ye û piştî ku aramî li wan gundan vegere û şer nemîne, wê dîsa sivîl vegerin gundên xwe";. + +Sivîlên gundên Girê Spî ku ji aliyê YPGê ve hatine valakirin, beşek ji wan Kurd in û beşek jî Ereb in. + + +Şirnex (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ku balê bikşîne ser şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê, li ser sînorê Bakûr û Rojava kon vegirt û dest bi çalakiya rûniştinê kir. + +Koma ku di nav wan de Parlementerê Şirnakê yê HDPê Faysal Sariyildiz,SerokaŞaredariyaCizîrê Leyla Îmret jî hene, bi pêşengiya DBPê li taxa Sûrê kom bûn û ji bo kon vegirtinê ber bi sînorê Cizîrê-Qamişlo ve meşiyan. + +Kom di bin tewdîra polîs û cendermeyan degihîşt cihê ku dê kon lê bê vegirtin. + +Sariyildiz li wir bi kurdî axaftinek kir û destnîşan kir ku kurdên Rojavayê Kurdistanê wek egîdan ji bo xîreta xwe şer dikin û wiha dewam kir: "Kurdên Rojava di bin şert û mercên gellekî zehmet de ji bo xîret û azadiyaxwe şer dikin. DAIŞbi wan çekên giran ên ku li Mûsilê bidest xistin êrişî gelê kurd dike." + +Sariyildiz bal kişand ser bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava bi tenê neşoreşa Rojava ye,lewra evşoreşa gelê kurd û ya hemû gelên dinyayê ye ku heta îro bindestbûn. Ew rojên ku me ji dûr veşoreş dişopand derbas bûn û êdî lazim e ku em bi xwe jî tevlî şoreşê bibin. Emê li vê derê li ser sînornobetê bigrin û di van konan de emêhewl û xebatên wan çeteyan şermezar bikinû nobetêbigirin." + +HDP, KESK, DÎSK û hin saziyên sivîl jî ji bo konên ku li sînor hatin vegirtinpiştgirîdan. + +Li ser sînorê navbera bajarên Riha û Kobanî yên Bakûr û Rojava jî ev 6 roj in çalakiya vegirtina kon ji bona ku balê bikşînin ser êrişên DAIŞê yên li dijî Rojava bi taybet herêma Kobanî, didome. + +Li qada nêzîkî sînorê Girê Spî û Serêkaniyê (Riha) 5 kon hatin vegirtin û ewlehiya qadê ji aliyê welatiyan ve pêk tê. + +Bi sedan welatiyên ji bajarên Wan, Edene, Şirnex, Sîlopî, Cizîre, Serêkaniyê, Wêranşar, Qoser û Nisêbînê hatin tevlî çalakiyê bûn û heya serê sibê nobet girtin. + +Parlementerê HPDê Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û rêveberên HDP û DBPê jî tevlî çalakiyê bûn. + +Şirnex-Meş + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke pilebilind a îranî li Başûrê Kurdistanê ye û dê piştî civîna digel rayedarên YNK û Tevgera Gorranê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî bicive. + +Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê, Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re got, şandeke îranî serdana Herêma Kurdistanê kiriye û da zanîn, ew şand bi serokatiya alîkarê sekreterê giştî yê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Dr. Riza Muqedem hatiye Kurdistanê. + +Ebdullah Akreyî eşkere kir, şanda îranî dê du rojan li Başûr bimîne û got, endamên şandê duh li bajarê Silêmaniyê bi aliyên siyasî re hevdîtin pêk anîbûn. + +Li gorî agahiyên Akreyî, şanda îranî dê îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike û dê her du alî li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê her wiha rewşa Iraqê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda Îranê li Silêmaniyê cihê cihê bi rayedarên YNK û Tevgera Gorranê re civiyaye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nameyekê ji Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî re şand û tê de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha serokwezîriya Nûrî Malikî kir. + +Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, Barzanî nameyek jê re şandiye û got, Barzanî di nameyê de hurmeta xwe ji kurd, sunnî û şîe re nîşan daye û bi çavekî li wan dinêre. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, nameya Barzanî bi rêya endamê serokatiya PDKê û endamê Parlamentoya Iraqê Xesro Goran re ji Ceiferî re hatiye şandin û tê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha serokwezîriya Nûrî Malikî hatiye kirin ku kurd li dijî sêyemîn dora serokwezîriya Malikî ye. + +Ev di demekî de ye ku parlamentera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Malikî, Aliye Nuseyîf ragihand, ew rijd in li ser namzediya Nûrî Malikî ji bo serokwezîriya Iraqê. + +Tê zanîn, Barzanî beriya niha gotibû, eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ew dê referandoma ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê li dar bixin. + +Qamişlo (Rûdaw) - Destpêşxeriya Kurdî bo Guhertinên Demokratîk li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê civiya û komîteyek ji 7 kesan bo amadekirina reşnivîsekê û pêşkêşkirina wê ji hemû hêzên opozîsiyona Sûriyê re pêk anî. +Nûçeghanê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku di civîna Destpêşxeriya Kurdî bo Guhertinên Demokratîk de ku tê de partiyên birêvebiriya xweser amade bûn komîteyek ji 7 kesan hat pêkanîn ku nûnerên Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Kombûna Sivîl a Xiristiyanan, Yekîtiya Suryanî, Desteya Hemahengiyê, Komîteya Niştîmanî ya Erebî di komîteyê de cih girtin û 3 nûner man para partiyên kurdî di birêvebiriya xweser de. +Nûçegihanê Rûdawê got ku ew komîte wê reşnivîsekê amade bike da ku pêşkêşî hemû aliyên opozîsiyona Sûriyê bike ji bo lidarxistina "kongreyeke niştîmanî" û dîtina çareseryekê ji kirîza Sûriyê re. +Tevî ku berpirsekî ji birêvebiriya xweser ji Rûdawê re ragihandibû ku wan Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vexwendine civînê lê endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Rûdawê re ragihand ew weke ENKSê beşdarî civînê nabin, û got ku ENKSê pêwendiyê bi birêvebiriya xweser re nake. +Roja 9ê Gulana 2014an, partiyên birêvebiriya xweser û TEV-DEMê destpêşxeriyek ji bo "yekxistina opozîsyona Sûriyê û bicihkirina demokrasiyê li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet"pêşkêş kiribûn. + +Şirnex (Rûdaw) – Di doza KCKê ya Şirnex de 23 girtî hatin berdan û di vê doze de ti girtiyek nema. +Di dozak KCKê ya Şirnexê de 68 kes tên darizandin ku 23 jê girtî û yên din jî li derveyî girtîgehê tên darizandin. +Yekemîn Dadgehê Cezayê Giran a Şirnexê îro biryara berdana 23 girtiyên KCKê da û bi vî awayî di doza KCKê ya Şirnexê ti girtiyek nema. +Di dema rûniştinê dadgehê de 14 tohmetbarên ku li derveyî girtîgehê dihatin darizandin jî beşdar bûn. +Parlamenterên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û hevşaredarên Şirnexê yên HDP'ê Serhat Kadirhan û Ozlem Onuk, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvan Elçî, malbatên girtiyan jî beşdarî rûniştina dadgehê bûn. + +Amed (Rûdaw) - Li Amedê li Qada Deriyê Çiyê komekê êriş kir ser konê fitarê yê ji aliyê Serkonsulê Edenê ya Emerîkayê û Şaredariyê Sûrê ve dihat dayîn. Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand, îro danê êvarê Komek kes nêzikî dema fitarê êrişî konê fitarê yê ji aliyê Konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Endenê yê Tirkiyê û Şaredariya Sûra Amedê ve hatibû vegirtin, kir. + +Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. Ji nav van birîndaran de kesê bi navê Mustafa Ocakli giran birîndar bû. + +Birînadar li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatin dermankirin. Polîs piştî êrişê li Qada Deriyê Çiyê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh girtin. + +Serkonsulê Edenê yê Emerîkayê John Espînoza li ser vê êrîşê di Komeleya Rojnamevanan de civîna çapemeniyê pêk anî û ew êriş şermezar kir û anî ziman ku ev kesên êrişkar nûnertiya xelkê Amedê nakin. + +Espînoza wiha dom kir: ";Êrişa kesên holîgan û beredayî ku xwarina zarokan ji devê wan distînin û dirijînin, nayê qebûl kirin. Lê ez ne bawerim ku ev êriş di navbera me û xelkê Amedê de dilsariyê çêke."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komele û hêzên Kurdan li Swêdê ji bo ku piştgiriyê bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê, wê li Stokholmê xwepêşandanekê li dar bixin. + +Xwepêşandan wê di bin navê ";Em piştgiriya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike’ de roja şemiyê 19.07.2014 were lidarxistin. + +Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê di daxuyaniyekê de banga wê xwepêşandanê kirine ku dê bi piştgiriya nûnertîya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê bê lidarxistin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin ";Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên Başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin";. + +FKKSê û hêzên Kurd û Kurdistanê di daxuyaniya xwe da wiha gotin ";Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e";. + +Herwiha bang li hemû hemwelatiyan û dostên Kurdan kirin bi ala Kurdistanê tevlî xwepêşandinê bibin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê alîkariya malbatên şehîdan dike û pirsnameyeke fermî ji sê komîteyan ji wan re dişîne. + +Serokê komîteya pêşmergeyan a Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sibe sê komên parlamentoyê dê serdana hemû malbatên pêşmergeyên şehîdbûyî bikin. + +Arî Hersîn got ku ewê 2 milyon dînar û pirsnameyeke fermî ya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo wa malbatan bibin. + +Derbarê hejmara malbatên pêşmergeyên şehîdbûyî de Arî Hersîn diyar kir ku wan li ser navê serokatiya parlamentoyê û komîteyan heta niha navên 54 kesan bi dest xistine ku diyar bûne ew di bûyerên dawî de şehîdbûne. + +Di van bûyerên dawiyê de yên ku di navbera Iraq û hêzên pêşmergeyan de li Mûsil û navçeyên Kurdistanê yên ku ne di bin kontrola wan de ne û di şerê di navbera çekdarên DAÎŞ û pêşmergeyan de heta niha 54 pêşmerge şehîd bûne. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê aşkere kir ku zêdetirî 900 şervan ji Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne. + +Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";duh sêşemê zêdetirî 100 şervan bi hevaltiya bi dehan sivîlên ji Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Kobanî bûn ji bo ku li dijî çekdarên DAÎŞê piştgiriyê bidin Kobanî";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";ew 100 şervan jî wek her 800 şervanên din ên Bakurê Kurdistanê, tevlî YPGê bûn da ku êrîşên çekdarên DAÎŞê li ser herêma Kobanî rawestînin";. + +Duh çavkaniyekê ji ragihandina YPGê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku dora 100 kesî di derengiya şevê de bi qaçaxî di sînor re derbasî Kobanî bûn û tevlî YPGê bûn. + +Ji 2yê tîrmehê de, çekdarên DAÎŞê li başûrê, rojhilat û rojava de êrîşê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha dest danîne ser 7 gundên herêmê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserok û namezedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê êrîşên çekdarên DAÎŞê li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da Tirkiyê. + +Demîratş piştî vekirina ofîsa hilbijartinê li navçeya Esenyurt a Stenbolê ragihand ku ";Heta ku Kobanî ji çekdarên DAÎŞê neyê paqijkirin wê ev yek ji bo hemû Tirkiyê xeta sor be, ji ber ku eger Kobanî bê xistin wê hefteyek din dor bê Hatay, Edenê û Mêrsînê";. + +Demîratş diyar kir ku pêwîste hemwelatiyên Tirkiyê bê ku ziman, ol û mezhebên hev înkar bikin û zextan li hev bikin, bikaribin bijîn. + +Hevserokê HDPê bal kişand ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û got ku ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên siyasî yên ku heta niha hatine meşandin ";girîngtir"; e. + +Ji roja 2yê tîrmehê de çekdarên DAÎŞê êrîşî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin. +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) careke din tekez kir ku ew ";îtîrafê"; bi rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, nake. + +Piştî civîna sekreteriya giştî ya ENKSê duh li Qamişlo, Endamê ENKSê Ehmed Berekat di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê ragihandin. + +Berekat got ku ";ew amade ne di bin navê PYDê yan EGRKê yan jî TEV-DEMê danûstandinê bikin, lê ew îtîrafê bi rêveberiya xweseriyê nakin û danûstandinê di bin vî navî de ligel wan aliyan nakin";. + +Daxuyaniyên Berekat weke bersivdanekê li ser destpêşxeriya ";Encûmena Eşîretên Kurd"; ji bo despêkirina danûstandinan di navbera ENKS û EGRKê de. + +Derbarê yasaya leşkeriya icbarî ku duh ji aliyê hevserokê kantona Cizîrê ve hat pesendkirin, Berekat bal kişand ku ew wek ENKSê dibînin ev yasa ";gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê";. + +Ji aliyê xwe ve, endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif di kongreya rojnamevaniyê de got ku ";eger her rêkeftineke leşkerî pêwîst be, divê di bin bane komîteya pispor a Desteya Bilind a Kurdî de be";. + +Li gor wê yasayê, divê her malbateke herêma Cizîrê kurekî xwe yê ku temenê wî di navbera 18-30 salan de be bide da ku 6 mehan xizmeta leşkerî ya icbarî bike di nava refên YPGê de. +Kobanî (Rûdaw)- Asayişa li bajarê Kobanî 4 kes ji xwediyên zarokên ku ev zêdetirî mehekê ye li bajarê Munbicê dîl di destê çekdarên DAÎŞê de ne, girtin. + +Çavkaniyekê ji bajarê Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî 4 kes ji xwediyên zarokên ku di destê DAÎŞê de ne, serdana navenda asayişa Kobanî kirin ji bo ku li rewşa zarokên xwe bipirsin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku heta vê sibehê jî ew 4 kes ji aliyê asayişê de hatine binçavkirin û heta îro sibehê nehatine berdan. + +Di nava her çar kesên girtî de rojnamevanekî bi navê Sedredîn Kino heye. + +Her du encûmenên kurdî li Kobanî komîteyek ava kirine ji bo pevguhertina dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê bi zarokên Kobanî yên di destê DAÎŞê de, lê hewldana wê komîteyê ya yekem di heftiya borî de sernegirt. + +Serdana xwediyên 4 zarokan piştî wê yekê hat ku tê îdîakirin ";5 dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê li Kobanî reviyane";. Lê heta niha YPGê ti daxuyanî derbarê vê yekê de dernexistiye. + + Amed (Rûdaw)- Platforma Demokratên Kurd çendîn roj berê li Amedê li Kûçyeya Hûnerê ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Li ser vê yekê standa PDKê ji aliyê hin kesên nenas ve rastî êrîşa bombeya dengê hatibû. + +Rêxistinên Kurdistanî ji ber vê bûyerê civîneke çapemeniyê pêkanîn û nerazîbûn xwe anîn ziman. + +Endamên PDKê jî ji ber vê erîşê dilêşiya xwe anîn ziman û ragihadin ku ev êrîş li dijî nirx û berjewendiyên neteweyî ye. + +Endamê Rêveberiya PDKê Tahsîn Sever wiha got: ";Ev êrîş li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Em li vir ji bo partî û rêxistinan çalakî nakin. Em ji bo miletê xwe û serxwebûna Kurdistanê çalakiyê dikin û ev çalakiya me xebatekî pîroz û qedirgiran e";. + +Rêxistinên Kurdistanî didin zanîn ku ew li hemberî van bûyer û êrîşan gav paşde navêjin û ji bo çalaktir û zêdetirkirina piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dê bi gelek beşên civakê re xebatan bikin. + +Serokê Koma Dîcle û Firatê Muhîttîn Batmanli derbarê vê de ragihand ";Ji xwe ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê komîte ava bûbûn. Emê jî bi şêx û meleyên Kurd û bi kesên alim re ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê komîteyan çêkin. Heta ku Başûrê Kurdistanê serbixwe bibe emê têbikoşin";. + +Partî û rêxistinên Kurdistanî diyar dikin ku ew xwediyê pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ne û ji bo vê yekê jî dê xebatên wan dom bike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Gultan Kisanak û Firat Anli derbarê êrîşa konê fitarê ya li Qada Deriyê Çiyê, serdana Waliyê Amedê Cahît Kiraç kirin. + +Hevserokan amaje kirin ku ev serdan ji bo ku rayedarên dewletê li dijî êrîş û provakasyonên bi vî rengî hişyarbin hatiye kirin. + +Gultan Kişanak di vê serdanê de da zanîn ku êrîşa pêkhatî ne êrîşeke ji rêzê ye û rewşeke xeter e. + +Kişanak amaje kir ku Amed ji aliyê rêzgirtina oldarî û bawermendiyê ve bajareke pêşketiye û ev êrîş ne li gorî rengê Amedê ye. + +Hevserokan ji rayedarên dewletê xwestin ku berpirsiyarên vê êrîşa hovane werin girtin û hesabê bidin. + +Daxuyaniyê de hate gotin ku xelkê Amedê di vê mijarê de hestiyar e û nehatiyê vê provakasyonê û dê tu carî jî newe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk ragihand ku dewleta Tirkiyê çavên xwe ji tev û liva çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ li sînorê Tirkiyê-Sûriyê digire. +Îro, Çarşemê, konsulsê Amerîkî yê Edeneyê John Espinoza bi Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk û Febrûniye Akyol re hevdîtin kir. +Di civînê de Ahmed Turk balkişande ser tev û liva çekdarên DAÎŞê li ser sînorê Tikriyê û Sûriyê de û rexne li ser xemsariya Tirkiyê di vê barê girtin. +Turk diyar kir ku ";Çûn û hatina çekdarên rêxistina DAîŞê di sînorê Tirkiyê de û helwesta dewleta Tirkiyê ya ku çavê xwe li DAÎŞê digire, dibin sedem ku Kurd gelek di mijara pêvajoya aştiyê de bi guman bin."; +Ji roja 2-3ê mehê ve çekdarên DAÎŞê êrîşî gundên rojava û rojhilatê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê dikin û gefan dixwin ku ew dê Koabnî jî tevlî sînor ";Dewleta"; xwe bikin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Li navçeya Til Werd a ser bi bajarê Kerkûkê ve şer û pevçûn di navbera çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê û Hêzên Pêşmerge de derket. +Rêveberê polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji demjimêr 4ê piştî nîvro ve, çekdarên DAÎŞê ji navçeya Til Werd êrîşek li ser Hêzên Pêşmerge dest pê kirine."; +Serhed Qadir da zanîn ku: ";Heta niha şer û pevçûn berdewame û çekdarên DAÎŞê dixwazin dixwazin ber bi navçeya Yayçî ve pêş bikevin, lê Hêzên Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê rûbirûyê wan dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi sedema şer û pevçûnên berdewam di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ li navçeya Til Werd a ser bi Kerkûkê ve 3 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. +Drdora demjimêr 4ê pişrî nîvro, çekdarên DAÎŞ li navçeya Til Werd a ser bi bajarê Kerkûkê ve êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin û het niha şer û pevçûn berdewame. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di şerê navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de 3 Pêşmerge şehîd ketin bûn û 6ê din birîndar bûn. +Wek Tora Medayayî ya Rûdawê zaniye, fermandeyê fewca yek ya lîwayê 6 ê Hêzên Pêşmerge, Berzanî Elî Xale di nav birîndaran de ye û hemû birîndar bo Hewlêrê hatine veguhestin. +Berî niha rêveberê polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji demjimêr 4ê piştî nîvro ve, çekdarên DAÎŞê ji navçeya Til Werd êrîşek li ser Hêzên Pêşmerge dest pê kirine."; +Serhed Qadir da zanîn ku: ";Heta niha şer û pevçûn berdewame û çekdarên DAÎŞê dixwazin dixwazin ber bi navçeya Yayçî ve pêş bikevin, lê Hêzên Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê rûbirûyê wan dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Endama polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hêro Ibrahîm Ehmed ragihand ku bo posta serokomarê Iraqê wê piştgiriya ti kandîdekî diyarkirî nekiriye. +Hêro Ibrahîm Ehmed ku di heman demê de hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê YNK Celal Talebanî ye di daxuyaniyekê de red kir ku wê piştgiriya kandîdekî diyarkirî li ser hisabê kandîdekî din di nava YNK de bo posta serokatiya Iraqê kiribe. +Herwiha di daxuyaniya Hêro Ibrahîm Ehmed de hatiye: ";Min piştgiriya kesî nekiriye bo posta serokomar û piştgiriya kesî jî nakim, ji ber ku ew kesê ku xwe kandîd bike pêwîste helgirê wan mercan be ku Kurdistanî û endamên YNKê pê bawer bin."; +Hevjîna Talebanî diyar kir jî ku: ";Endamên YNK jî demekê bawer dibin, ku ew post bi kesekî bê dayîn ku di qonaxên cûda yên xebata siyasî û partîtî de nimûneyek xweragirî û dilsoziyê be bo pirensîpên YNK û helwestên wî yên borî ev yek ji YNK re , ne tenê ji bo min, piştrast kiribin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzgarê Kerkûkê, Dr. Necmedîn Kerîm xwe ji bo posta serokoamrê Iraqê kandîd kir. +Çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê."; +Bo vê mebestê Rûdaw peywendî bo serokatiya Parlamentoya Iraqê re kir, lê ew neamadebûn ti daxuyaniyekê di vê barê de bidin, hevdem Rûdawê xwest peywendiyê bi Dr. Necmedîn Kerîm re kir lê peywendî çênebû. +Cîgirê duyem yê serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Çarşemê, deriyê xwekandîdkirin bo posta serokatiya Iraqê vebû bo wan kesên ku dixwazin xwekandîd bikin, herwiha diyar kir ku dê 3 rojan derî bo wê mebestê vekirî bimîne. +Derbarê navê wan kesên ku îro bo posta serokatiya Iraqê kandîd kirine, Şêx Mihemed bêagahiya xwe anî ziman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser posta serokomarê Iraqê û xwekandîd kirina endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm bo vê postê karvedanên derketin holê. + +Duh, 16.07.2014, çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Roja Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê."; + +Di vê barê de her yek ji Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî û berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextiyar di daxuyaniyekê de ragihandin ku heta niha YNK di danûstandinê de ye ligel aliyên din bo diyarkirina kandîdekî bo posta serokomarê Iraqê ji nava YNK. + +Herwiha Kosret Elî û Mela Bextiyar tekez kirin ku ";Diyarkirina kandîdê serokomar tenê ji desthilata polîtburoya YNK ye û her gavek berovajî vê yekê em ti carî qebûl nakin."; + +Her du rayedarên YNK aşkere kirin jî ku di heyama her 3 rojên bê de, dê polîtburoya pirsa kandîdê posta serokomarê Iraqê yek alî bike û navê wî ragihîne. + +Di daxuyaniyê de hatiye jî: ";Bi vê daxuyaniyê em hemû aliyekî agehdar dikin, bi taybetî serokatiya Parlamentoya Iraqê ku dê di 3 rojên bê de polîtburoya YNK Biryra xwe ya dawî li ser kandîdê serokomarê Iraqê pesend bike û birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser wê biryarê dê bê agehdar kirin, tenê polîtburoya YNK desthilata wê ye temam heye bo diyarkirina kandîdê YNK bo posta serokomar."; + +Hevdem duh, Çarşemê, hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê YNK Celal Talebanî, Hêro Ibrahîm Ehmed di daxuyaniyekê de red kir ku wê piştgiriya kandîdekî diyarkirî li ser hisabê kandîdekî din di nava YNK de bo posta serokatiya Iraqê kiribe. + +Hevdem serokê frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Parlamentoya Iraqê Xesro Goran derbarê xwekandîd kirina Necmedîn Kerîm de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Li gor mercên yasayî, her welatiyek mafê wî heye ku C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê bike bo wê postê, lê heta niha em wek hemû frakisyonên Kurd ti biryara dawî û yek alîker li ser postas kandîdekî nedaye û wek Kurd me ti kandîdek bi fermî nîne."; + +Herwiha Xesro Goran da zanîn ku: ";Ev babet girêdayî mafê Kurde û rêkeftina serkirdatiya Kurd ki ser kandîdekî di çend rojên bê de ew dê bibe kandîdê frakisyonên Kurd li Bexdayê."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Li bajarê Hewlêrê bavekî kurê xwe di xewê de kuşt û got ";ez nepoşmanim"; + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha ragihand: ";Demjimêr 5ê serê sibehê kesek bi navê R.E.M (50) xwe radestî binkeya polîs kir û mikur kir ku kurê xwe yê bi navê R. (20) kuştiye."; + +Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku R.E.M li wê yekê jî mikur hat ku dema kurê wî R. razabû, bi pîrketê li pişta wî da û ew kuşt. + +Bûyer li taxa Rastî li bajarê Hewlêrê çêbûye, zêdetir jî rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê got:";Di dema li xwe mikur hatinê, R.E.M ragihandiye ku kurê wî ligel wî gelek xirab bû û hebên hişbir dixwarin. Li ber vê, şeva borî jî li ser kirîna otomobîlekê şer kiribûn."; + +Li gor gotina rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, R.E.M gotiye: ";Li ser kuştina kurê xwe ez ne poşmanim û ez rihet bûm."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser sînorê navçeya Tel Werdê çekdarên DAÎŞê êrîşî Hêzên Pêşmergeyan û polîsên navçe û gundewarên Kerkûkê kirin. +Rêvebirê polîsê navçe û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Pêncşemê, serê sibê çekdarên DAÎŞê êrîşî Hêzên Pêşmergeyan kirin û wan jî bersiv da. Di pevçûnê de 6 Pêşmerge birîndar bûn, lê ziyanên DAÎŞê heta niha nayên zanîn. +Şeva borî di şer û pevçûnên Til Werdê de 5 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, 21 jî birîndar bûn. +Li gor agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber ku îro 17ê Tîrmehê ye, ango roja salvegera desthilatiya partiya Bae’s ye, niyeta çekdarên DAÎŞê heye ku êrîşên mezintir bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Du kes ji xwediyên girtiyên Kobanî yên li cem rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê), ku roja sêşema borî ji aliyê Asayişa Kobanî ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan û çar kesên din jî hîn girtîne. +Çavkaniyekê ji Asayişa Kobanî ji Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî re da zanîn kuAsayişê kesek ji xwediyên girtiyên li cem DAIŞê û rojnamevan sedredîn Kunno serbest berdane. +Heman çavkaniya Asayişê diyar kir ku lêkolîn bi her çar kesên din re berdewam in û tê çaverêkirin ku îro, pêncşemê, ew her çar kes jî serbest bên berdan. +Roja sêşemê saet 9ê êvarê, bi dehan ji xwediyên girtiyên Kobanî yên li cem rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê), bi awayekî aştiyane li pêş şarederiya Kobanî kombibûn, û daxwaza bilezkirina cîbicîkirina proseya bihevguhertina dîlên DAIŞê yên li cem YPGê bi girtiyên Kobanî yên li cem DAIŞê kiribûn. +Asayîşa Kobanî hatibû cihê kombûnê û ji xwediyên girtioyan yên kombûyî ku piraniya wan bav û dayikên girtiyên li cem DAIŞê bûn xwestibû, ku ew belav bibin, piştî danûstendina di navberaAsayîşê û xwediyên girtiyan de,Asayîşê 5 ji xwediyên girtiyan û rojnamvenekî bi navê Sedredîn Kunno girtibûn û kesên kombûyî jî ji hev belav kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Iraqê, Selîm Cibûrî gihişte bajarê Hewlêrê û biryare ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê Cibûrî û Barzanî di civîna xwe de behsa posa serokomarê Iraqê bikin. +Rûdaw zaniyariyên zêdetir belav dike... + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, zêdetirî hezar û 800 efser û serbazên artêşa Iraqê ku pirraniya wan kurd in û di nav wan de turkmen, ereb jî hene dixwazin tevlî hêzên Pêşmerge bibin. + +Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, ev zêdetirî hefteyekê ye li bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê 4 navend ji bona wergirtina pêşmergeyên nû hatine vekirin. + +Helgord Hîkmet da zanîn, heta niha zêdetirî hezar û 800 efser û serbazên artêşa Iraqê navê xwe tomar kirine ku tevlî hêzên Pêşmerge bibin ku di nav wan de jibilî kurdan, ereb, turkmenên şîe û sunnî jî hene. + +Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge anî ziman ku di nav wan leşkerên ku navê xwe tomar kirine efserên pilebilind ên artêşa Iraqê jî hene û got, piştî tomarkirina navan xilas bû dê li gorî şiyan û pêwîstiyê bên wergirtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama şer û pevçûnên pasdarên Îranê û ";çekdarên nenas"; de ";4 çekdar"; û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan. + +Li gorî medyaya Îranê, roja sêşemê (15ê Tîrmehê) li bintara çiyayê Dalaho yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pasdarên Îranê û komek çekdar de şer derket. + +Li gorî malpera farsnews a îranî ku nêzîkî pasdaran e, di wê bûyerê de ";5 dizên çekdar"; hatin kuştin lê nasnameya wan çekdaran nehatiye eşkerekirin. + +Lê malpera kurdî ya KurdPayê ragihandiye, şerê Dalaho ji ber wê qewimiye ku komek gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xwestine alîkariya darayî ji kargeheke qîrê bistînin lê xwediyê kargehê û karkerên wê li dijî vê yekê derketine. + +Ji ber wê jî gerîlayan 2 kes ji nav wan karkeran girtine û bixwe re birine lê piştî demekê ketine kemîna hêzên pasdaranên Îranê û şer derketiye. + +Li gorî KurdPayê ku agahiyên xwe spartiye ";jêderekî";, di wî şerî de karkerek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye her wiha 4 gerîlayên PJAKê jî di şer de jiyana xwe ji dest dane û 3 ji wan jî wenda bûne. + +Ji aliyekî din, malpera ANFê jî navên ";4 şehîdên rojhilatî"; eşkere kir û ragihand, ew gerîla ku ";di dem û cihên cuda de"; jiyana xwe ji dest dane lê ti agahiyek din li ser çawaniya şehîdbûna wan neda. + +Heta niha PJAKê li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav nekiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), navên namzedên xwe yên serokomariya Iraqê radestî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. +Berpirsê Encumena Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, îro (17ê Tîrmehê ) li Pîrmamê bi Barzanî re hevdîtin kir û navên namzedên serokomariyê yên YNKê radestî wî kir. +Li gorî agahiyên Rûdawê, namzedên YNKê yên serokomariya Iraqê endamên Polîtburoya YNKê Dr. Fuad Meisûm û Ednan Muftî ne. +Lê wek tê zanîn beriya niha behsa 4 namzedan dihat kirin lê li gorî tê gotin ";ji ber nakokiyan"; navên Berhem Salih û Necmedîn Kerîm hatine jêbirin. +Li gorî rêkeftina di navbera kurd, sunnî û şîe de, serokomariya Iraqê pişka kurd e û di nav kurd de jî pişka YNKê ye. +Tomarkirina navên namzedên serokomariya Iraqê ji roja 16ê vê mehê ve dest pêkiriye û dê heta 20ê mehê bidome. +Serokomarê Iraqê ji aliyê endamên parlamentoyê ve tê hilbijartin. +Qamişlo (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand, îşev 3 teqînên bihêz balafirxaneya Qamişlo hejandin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, heta niha nayê zanîn gelo di teqînan de zirar gihîştiye ti kesî yan na... + +نڤيسهر و چاڤدێرێن سياسي يێن تركيێ سهرهدانا شاندێ باشوورێ کوردستانێ ژ بۆ ئەنقەرە ب گرنگی دزانن و خویا دکن كو د چهند سالێن رابهۆري دە هاتیە سهلماندن كو باشورێ كوردستانێ باشترين هەفسێ و ههڤپهيمانا تركيێ بوويه و هەڤبەندی د ناڤبەرا گهل كورد و گەلێ ترکیێ دە ههر تم سود ب هەر دوو ئالیان گههانه، نها وەلاتێ تركيێ د کارە ب رێيا باشوورێ کوردستانێ ههموو پرسگرێکن خوه چارەسەر بکە، ب تايبهتي پرسگرێکا كوردي د ڤی وەلاتی دە . +ژ ئالیێ خوڤە د. دوگو ئهرگيل ئهندامێ ناڤهندا لێكۆلينێن ستراتيژي ل تركيێ خویا دکە ، ئێدي تركيێ ب چاڤەکێ دن تەماشەی باشورێ کوردستانێ دکە، ئهوه بۆ وەلاتەكێ دموكراسی وەکۆ تركيێ گاڤەک پر بالکێشە و نابە نە گەلێ ترکیێ، نە ئالیێن سیاسی ل ترکیێ شهرم ژ ڤێ یەکێ بکن: هەروەها د بێژە: د هەیاما چەند سالێن رابوری دە پهيوهنديێن تركيێ و باشورێ كوردستانێ بەرەف ئاستەکا بلند چوونە ، و ئەف یەک ژی خویا دبە کو باشورێ كوردستانێ ههڤپهيمانا ستراتيژيا تركيێ دبە و سینۆرێن تركيێ دگەل كوردستانێ هەر تم د ئارام و تەنابونە، و بهرۆڤاژي بوچونا گەلەک ژ سەرکردێن بەرێ يێن تركيێ کۆ دگۆتن كوردستانێ وێ مترسی ژ بو سەر ئەولەهیا تركيێ هەبە لێ نها ئەڤ نەرینە پێچەوانە بوونە سەرکرداتیا ترکیێ ب سەروکاتیا پارتا داد و گەشەپێدان گرنگیەکا زاڤ ب نافچێن باشورێ کوردستانێ ددەن و هەروەها د ناڤا ترکیێ ژی دە چارەیا دووزا گەلێ کورد دکن. +ژئاليەکێ دن نڤيسهرێ ناڤدارێ تركيێ حهسهن جهمال خویا دکە: سياسهتا حوكمهتا ئهردۆگاني ل ههمبهر باشورێ كوردستانێ زەحف سهركەتي بويه و دڤێ ئهردۆگان ل سهر هەمان سياسهتا خوه دوم بکە، ژ بەر ڤێ یەکێ تركيێ و باشورێ كوردستانێ پێویستی ب هەڤ دوو هەیە و زەنگینیا باشورێ كوردستانێ ژ بۆ تركيێ خالهكا بالکێش وگرنگه وهەروەها باشورێ كوردستانێ رۆلهكا سهرهكي هەبویە ل هەمبەر راگرتنا شهري دناڤ بەرا هێزێن حکومەتا ترکیێ و شەرڤانێن پارتیا کرێکارێن کوردستانێ و چارهسەكرنا پرسگرێکا كوردي ب گشتی ل تركيێ ، د درێژیا گوتنێن خوە دە جەمال د بێژە: دڤێ وەلاتێ تركيێ سودیێ ژ سياسهتا سەرکردایەتیا کوردستانێ وەربگرە ب تايبهتي ژي د قۆناغا نها دە ئا پری ئالوزی و تەڤلهەڤی . +ژ ئالیێ خوڤە حسێن چهليك جێگرێ سهرۆكێ ئاكپارتي دەربارێ سهرهدانا مسعود بارزاني بۆ تركيێ د بێژە: سهرۆك وهزيرێن مه رهجهب تهيب ئهردۆگان ههر تم گرنگي دايه نێرينێن بارزاني ب مەرەما چارهكرنا پرسگرێکا كوردي و نها ژي پهيوهنديێن مه وباشورێ كوردستانێ رۆژ ب رۆژێ باشتر دبە و ئهم د رژدين كو د بوارێن ئابووري و سياسي دە پهيوهنديێن خوه گهلهك باشتر بكين و گۆت: مه بهريا نها ژي ب زەلالی خویاکریە باشورێ كوردستانێ د گهلهك بواران دە گرنگیا خوە ژ بۆ تركيێ هەیە و ئیرو جڤاكا مه وێ گرنگيێ باشتر د بینە . + + + Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Kurdên ku Tirkî nizanin di rêwitiya balafiran de gelek zehmetî û astengiyan dikşînin. Rêwî anonsên ku Tirkî û Ingilizî tên kirin fam nakin û ev yek jî ewlekariya wan dike metirsiyê de. Daxwaznameya ji bo çareserkirna vê pirsgirêkê ya parêzerekî ji baroya Amedê aliyê Esmangeriya Sivîl a Giştîve hat red kirin. Parêzer li ser vê yekê diyar kir ku ew ê hemû rêbazên hiquqî bikarbîne. +Di vê barê de parêze Mahsunî Karaman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê ji aliyê hiqûqî ve tu astengî tine ye. Pêwîst jî nake tu zagon were guherandin. Dewlet dikare rewşeke fiîlî jî ava bike. Kompaniyên balafiran jî neçarin bi zimanê Kurdî anons bikin. Ji ber ku ew ji ewlekariya rêwiyan berpirsiyarin û rêwî ji kîjan zimanî fam bikin divê ku bi wî zimanî anons bê kirin. Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî mafê dozê dide min. Ez ê jî serî li dadgeha îdarî bidim. Ger ku ji zagonên navxweyî tu encam bidestnexim wê demê ez ê vê dozê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê."; +Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî rastî nerazîbûna Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyî hat. Sendîka ragiahand ku ew ê ji bo çareserkirina vê mijarê di sazî û dezgehên navnetewî de bikevin di nav hewldanan. +Serokê Giştî ya Sendiqaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyîli ser vê pirsê wiha diyar kir: ";Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî nayê qebûlkirin. Ev biryar dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Em ê jî wekî Sendikaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyî çi ji destê me bê bikin. Em ê vê kêşeyê ji Federasyona Veguhêzkarîya Ewropayê û Federasyona Veguhêzkarîya Navnetewî re rabigihînin û bala wan bikşînin li ser vê mijarê."; +Di salên dawî de li Bakûrê Kurdistanê gelek balafirgeh ava bûn. Ji ber vê yekê jî hejmara rêwîyên balafiran roj bi roj zêdetir dibe. Ev rewş jî giringiya anonsên kurdî ya di balafir û balafirgehan de derdixe holê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew car din amade ye diyalogek cidî ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) destpê bike. + +Sekreteriya Gişt ya ENKS di daxuyaniyekê de bal kişande ser insiyatîfa Encûmena Eşîretên Kurdî ji bo lihevanîna her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û ew insiyatfî bilind nirxand. + +ENKS di daxuyaniya xwe de EGRK bi wê yekê tometbar kir ku bersiva insiyatifa eşîretên Kurdî nedaye. + +Tevî vê yekê jî, ENKS diyar kir ku ew amade ye diyalogek cidî ligel EGRK destpê bike ji bo çareserkirina di navbera her du encûmenan de. +Domîz (Rûdaw)-Piştî ku Beşar Esed dîsa sûnda destûrî xwar weke serokkomarê Sûriyê ,gelo nêrîna penaberan çiye ser vê yekê. Penaber berjewendiyên Kurda li gel rejîma Sûriyê an opozîsyonê dibînin an nêrîneke din li ba wan heye. + +Beşar Esed ê ku di hilbijartinên 3yê Hezîranê de car din wek serokê Sûriyê hat hilbijartin, pêr, 16.07.2014, sûnda destûrî xwar. Piştî derbasbûna 14 salan ser serokatiya wî, dê 7 salin din jî bimîne serok gelo Kurd baweriyê bi rejîma Sûriyê tînin. + +Penaberên Rojavayê Kurdistanê ser wê yekê di axivin ku nexşeya siyasî di Sûriyê de bûye du beş yek rejîme û yek jî opozîsyone ku hemahengiya Sûrî beşê sereke ye têde û gelo kî berjewendiyên Kurdan pêk tîne. + +Ji pirsa rêjîm an opozisyon penaber dibînin ya giring yek gotara kurdiye. + +Penaberên rojava ne razîne ji nexşeya siyasî kurdî û dibînin bû ye dem bê diyarkirin ava kurda di kîjan cogê de wê biherike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, sibê vedigere Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, dê sibe, 19.07.2014, Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî ji Almaniya vegere Herêma Kurdistanê. + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, niha YNK xwe amade dike bo pêşwazîkirina Celal Talebanî. + +Dezgehên medyayî yên YNK û nivîsgeha Serokomarê Iraqê bi riya daxuyaniyekê piştrast kir ku dê sibe, Şemiyê, Talebanî vegere Herêma Kurdistanê. + +Herwiha kurê Talebanî, cîgirê serokwzîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştrast kir ku dê sibê bavê wî vegere Herêma Kurdistanê. + +Roja 10.12.2013, YNKê di rêya dezgehên xwe yên ragihandinê yekemîn wêneyên Talebanî li nexweşxaneya Chareletê belav kirin di dema serdaneke hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed bo wê nexweşxaneyê. + +Herwiha roja 03.04.2014, medya heman alî hejmarek wêneyên din ên Celal Talebanî belav kirin, ku tê de derdiket ku rewşa wî ya tendirûstî baş bûye. + +Herwiha roja 28.04.2014, malpera fermî ya YNK, dîmenek vîdyoyî belav kir ku tê deMamCelalderdiket dema ku li ser yek ji sîndoqên dengdanê li bajarê Berlinê dengê xwe da bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibê, Şemiyê, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtyiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî digihe Silêmaniyê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, sibê mam Celal dê bi balafireke ambulans ji Berlînê bigihe Silêmaniyê. + +Îro, Înê, ofîsa serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku sibê Şemiyê wê serokomarê Iraqê Celal Talebanî vegere. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi çavdêrî û piştgiriya xwedayê mezin, sibê Şemiyê wê fexameta serokomarê Iraqê Celal Talebanî vegere xaka welat, piştî ku xwedayê mezin başî dayê de û dawî bi dermankirina wî anî li Almanyayê. + +Daxuyaniyê ti zaniyariyên din derbarê tenduristiya mam Celal de nedan. + +Mam Celal ji gencîtiya xwe ve roleke wî ya girîng di jiyana siyasî ya Başûrê Kurdistan û hemû perçeyên din ên Kurdistanê de hebû, herwiha kesatiyeke xwedî cihekî mezin ê siyasî bû di asta navçe û cîhanê de. + +Lê li gor zaniyariyên Tora Medayayî ya Rûdawê, mam Celal ji ber nexweşiyê, êdî ew nikare beşdarî îdarekirin û serperşetîkirina karê hizbî û dewletê bike. Herwiha dermankirina wî her ew bû ku heta niha pêgihiştiye û bi awayekî berdewam pêwîstiya wî bi çavdêriya bijîşkî heye. + +Mam Celal şeva 17ê kanûna 2012an li bajarê Bexdayê rastî celteya mêjî hat û ew gihandine Bajarê Bijîşkî li Bexdayê. Li wir çend pişkinîn jê re hatin kirin û piştî ku 3 rojan li wir ma, roja 20ê kanûna 2012an bi çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet, serokomarê Iraqê bi mebesta dermankirnê ber bi Almanyayê ve hat rêkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Pijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku ";Mam Celal dê vegere mala xwe li Silemaniyê û êdî venagere Almanyayê."; + +Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û pijîşkî taybet ê Mam Celal, Dr. Necmedîn Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: ";Ev yek meh e amadekarî bo vegera Mam Celal tên kirin û pijîşkên Almanî rê dan vegere, lewma sibê vedigere."; + +Necmedîn Kerîm ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye ji Rûdawê re got: ";Ev demeke em dibêjin ku tendirûstiya Mam Celal başe û dê vegere, lê kesî bawer nedikir. Wa niha vedigere û bo her kesî diyar dibe ku me axeftinên rast digotin."; + +Herwiha Kerîm da zanîn ku: ";Mam Celal gelek xembar bû da vegere Kurdistanê, roj nebû ku bi riya telefonê daxwaz li min nedikir, her dem digot were Almanya da em bi hev re vegerin Kurdistanê, ji ber ku gelek bê tên bû."; + +Derbarê cihê mayîna Talebanî de dema ku vegere, pijîşkê taybet ê navborî wiha got: ";Ew pijîşkên ku çareseriya sirûştî bo wî dikirin, dê ligel bên û berdewam bin li ser çareseriya sirûştî ya Mam Celal li Silêmaniyê."; + +Di dirêjiya gotinên xwe de, Dr. Necmedîn Kerîm aşkere kir jî ku êdî Mam Celal venagere Almanyayê ";Eger ne ji bo bênvedan û xweşiyê biçe."; + +Wan (Rûdaw) - Li Wanê sala di 2006an de xortê bi navê Ubeydullah Babat ji nişka ve winda bibû lê piştî demekî termê wî hatibû dîtin. Ji ber ku bavê wî tenê qebra wî dizanîbû bi mirina bavê wî re niha ti kes nizane qebra Ubeydullah li kuderê ye. +Xortê bi navê Ubeydullah Babat ê 18 salî ku ji navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi malbata xwe ve koçberî Wanê bibû, li wê dere karê çerçîtiyê (dikandariya gerrok) dikir lê roja 5ê Tebaxa 2006an ji nişka ve winda dibe. +Malbata wî serî li dozgeriyê didin û piştî lêpirsînê termê wî roja 17 Cotmeha 2006an li navçeya Edremitê ya Wanê tê dîtin. +Li cihê buyerê de otopsî hat kirin û termê Ubeydullah Babat ji aliyê karmenden şaredariya Wanê ve hat definkirin. Paşê jî cihê gorra Ubeydullah Babat nîşanî bavê wî dikin. Lê belê bavê Ubeydullah gorra wî ti caran nîşanî malbata xwe nake. +Birayê mezin ê Ubeydullah, Mehmet Nurî Babat li ser vê mijarê Rûdawê re wiha got: ";Tenê bavê min cihê qebra birayê min dizanîbû. Me kengê jê dipirsî jî digot ‘êşa min besî min e, bela xwe ji min vekin’ û ji me re cihê gorra birayê min nedigot. Me jî ne dixwest em wî bêşînin ji ber ku nesax bû û me digot dema baş bû dê bixwe bêje me."; + +Mehmet Nuri Babat derheqê sedema mirina birayê xwe de jî wiha got: ";Dema birayê min winda buyî me lez kir agahî da dozgeriyê û me ji derdora xwe pirsa wî kir. Ji me re hat gotin ku biraye min ji aliyê cerdevanên gundê Degirmenê ve hatiye girtin û teslîmî qerekola cendirmeyen a Çataxê hatiye kirin. Em nizanin çi karê wî li gundê Degirmenê hebû çimkî birayê li Wanê ji xwe re kar dikir."; +Nurî Babat diyar kir ku lê bavê wî jî piştî demekê wefat kir û wiha anî ziman: ";Me par dîsa serî li dozgeriyê, şaredariyê û komela mafên mirov da û me daxwaz kir ku cihê definkirina termê birayê min ji me re bêjin lê heta niha bersiva me nedane. Ez ji Qilabanê hatim Wanê ji bo ku cardin serî li saziyên têkildar bidim. Me digot qet nebe me termê wî dît lê niha me ew jî ji dest da."; +Mehmet Nuri behsa serîlêdana li cendermeyan jî kir û wiha got: Cendermeyan ji me re gotin me biraya te binçav kir lê piştî me lêpirsîn jê kir me ew berda. Lê me piştî 5 mehan termî wî dît. Weke ku bavê min gotibû bi fîşekekî hatibû kuştin, ji xwe bavê min tenê ev agahî li ser wî dabû."; + +VT-18072014-Roboski-Ankara-Box +( Entro) Malbatên roboskiyê û nezîkî sed parêzeran bi piştgiriya gellek sazî û komeleyan daxwazname +dane dadgehe Qanuna bingehîn ku carek din doz li berpirsên qetlîama roboskiyê bê vekirin. Herî dawî +8ê çileya borî dadgeha leşkerî biryar dabû ku hewceyî lêpirsîna roboskiyê nîne. Malbat jî di çalakiyên +xwe de berdewam in û doza adaletê dikin. +VT- Dadgeha leşkerî li tirkiyê biryar dabû ku ji bo kuştina 34 kesan li gundê roboskiyê ku pirraniya +wan zarok bûn. hewce nake lêpirsîn bê vekirin. Biryara dadgehê ji aliyê gellek hiquqnasan ve weke +şermeke mezin ya dadê hatibû şirove kirin û rexne li dadgehê hatibûn kirin. malbatên roboskiyê +bi piştrgiriya parêzeran li dadgeha qanûna bingehîn daxwaz kirin ku doza roboskiyê nehê girtin û +berpirsiyar bêne mehkeme kirin. di gel gellek komele û saziyên berevaniya mafê mirovan dikin, +Partiya Demokartîk ya gelan HDP jî piştrgiyê dide malbatan +SB- Ozturk Turkdogan- Serokê Komeleya Mafê Mirovan +¤WA0 4872 4976 +Biryara ku dadgeha leşkerî da tenê serê heke mirov şirove bike bese ku mirov nêrîna dewletê ya li +beramber kurdan bibîne. Dewlet dibêje heke yên hatine qetilkirin kurd bin ne hewceye ku lêpirsin bê +vekirin. +VT-1000 parêzaran jî daxwaznemeya vekirina dozê îmze kirin û piştgirî dan malbata ji wan pêrazen +100 kes li ber derê avahiya dadgehê amade bûn û dubare kirin ku jiber suçeke leşkerî nabe dadgeha +leşkerî dozê bişopîne. Ji ber ku dadwerekî leşker çi caran leşkerekî din suçdar dernaxe û dadgeha +leşkerî leşkerên ku qetlîma roboskiyê pêkînane di parêz e. ¤WA2 4832 4896 +SB- Faruk Unsal- serokê Mazlum- Derê +Roboskî di dîroka tirkiyê de imtihana herî mezin e. biryara roboskiyê rewşa adaleta tirkiyê jî dide +aşkere kirin. li gorî pîvanên navnetewî divê doza roboksiyê li dadgeheke sivîl bê dîtin. Xeletiya mezin +ew bû ku doz kete ber destê dadgeha leşkerî. +VT-Di gel hiquqnas û parêzeran malbatên roboskiyê jî li berderê dadgehê amade bûn û gellek +hemwelatiyan jî piştgirî da van malbatan +¤WA4 4792 +SB-Hemwelatî +Malbatên roboskiyê qet ne sekinîn, her roj her hefte çûne ser mezela, her dem daxwaza adaletê kirin + + +Amed (Rûdaw) - Karsaz û pîşesazên Amedê ji bo serokomariya Tirkiyê piştgiriya Namzedê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş dikin. + +Karsaz li Komeleya Rojnamevanan daxwiyaniya çapemeniyê pêk anîn û dîyar kirin ku ew ê ji bo pêşvebirina demokrasî û çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê dengê xwe bidin Demîrtaş. + +Piştî firaksiyonên nêzî HDP'ê sazî û dezgehên karsaz û pîşesazan jî piştgiriya xwe ya ji bo namzetê serokomariya Tirkiyeyê Silhedîn Demîrtaş aşkera kirin. Karsazan li Cemiyeta Rojnamevanan daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê hem di hêla madî û hem jî manewî de piştgiriyê bidin Demîrtaş. + +Li ser navê karsazan Cebbar Leygara axivî û da zanîn ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşveçûna Tirkiyeyê bi hemû hêza ji Demîrtaş re bixebitin. + +Karsazan got ew ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe didin Selahatîn Demîrtaş û Demîrtaş deng û rengên hemû beşên civakê ye. + +Hûseyîn Bardakçi- Karsaz: 'Silhedîn Demîrtaş di çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de xwedî xebat û bandoreke mezin e. Lewra em di ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê û pêşvebirina demokrasiyê piştgiriya Demîrtaş dikin. + +Li gorî karsazan ne Recep Tayîp Erdogan û ne jî Ekmeledîn Îhsanoglu dikare kurdan temsîl bike û ji bo kurdan namzetê herî baş Demîrtaş e. + +Mahmut Şanli - Serokê Komeleya Karsazên Ciwan ên Rojhilata Navîn: Em namzetiya Silhedîn Demîrtaş ji aliyê kurdan ve dinirxînin. Li gorî me serkeftina Demîrtaş serkeftina kurdan û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku di hilbijartinan de Silhedîn Demîrtaş serbikeve. + +Karsaz ji xelkê ne tenê daxwaza dengan dikin. Di heman demê de dixwazin xelk bi razandina pereyan ji hesaba Demîrtaş re jî piştgiriya xwe nîşan bidin. + + + +Amed (Rûdaw) - Hin pêşengên komele û saziyên sivîl ên bakûrê Kurdistanê dixwazin kurd li rojavayê Kurdistanê bi hev re, bi yek dengî û di bin banê yek desteyek de beyî berjewendiyên partiyan li ser berjewendiyên hevpar ên neteweyî siyaset bikin û statûya xwe misoger bikin. + +19'ê Tîrmehê ji aliyê PYD'ê ve wekî ''şoreşa rojava'' tê bi nav kirin û li ser vê yekê jî dû sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de kantonên ku hatibûn ava kirin hê jî ne mîsoger in. Rêxistinên sivîl ên bakûrê Kurdistanê didin zanîn ku ji bo li rojavayê Kurdistanê kurd bikaribin statûyeke mîsoger bi dest bixin divê başûrê Kurdistanê jî piştgiriya wan bike. + +Îsmet Aydemîr- Berdevkê Inisiyatîfa Azadî: Divê ku hemû aliyên kurd ji peymana Hewlêrê re rêz bigrin û ji nû ve zindî bikin. Di heman demê de divê ku rayêdarên başûrê Kurdistanê jî peywira ku dikeve ser wan bicîbînin û alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin. + +Hin rêxistinên bakûrê Kurdistanê jî balê dikşînin li ser yekitiya kurdan û didin zanîn ku kurd di pêvajoyeke gelek dîrokî de ne û divê ku vê pêvajoyê bikarbînin û li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin. + +Îmam Taşçier, Serokê DDKD'ê: Her çiqas PYD li rojavayê Kurdistanê rêxistineke xûrt û mezin be jî, li wir rêxistin, partî, eşîr û sazî û dezgehên cûr be cûr jî hene. Divê ku ev rêxistinên henê di nav xwe de mutabaqatekî ava bikin. Ger li hev nekin û hevûdû nas nekin, dinya jî wan nas nakê û satatûya wan jî mîsoger nabê. + +Rêxistinên bakûrê Kurdistanê di heman de anîn ziman ku fersendekî mezin ketiye destê kurdan. Divê hemû kurd û perçeyên Kurdistanê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin û li hemberî zilm û zordestiyê wan tenê nehêlin. + + + +Stenbol (Rûdaw) - Malbatên ku ji ber şerê Sûriyê bûne penaber û li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bicîh bûne, pewistiyê bi alîkariyê dibînin. Bi taybetî jî malbatên ku ferdên wan bêkar bin, pêwîstiya wan bi vê yekê zêdetir e. Komeleya Can a Sûriyê bi vê mebestê xebata alîkariyê daye destpêkirin. + +Li Stenbolê Komeleya Can a Sûriyê bi minasebeta meha Remezanê ji bo penaberan kampanyaya alîkariyê li dar dixe. Komele di vê çarçoveyê de alîkariya ku kom kiriye li malbatên ku pêwistiya wan pê heye belav kir. Di nava alavên ku têne belavkirin tiştên mecbûrî yên ku ihtiyaca malbatekê pê heye cih digirin ku rîs, ava bacana, rûn û tiştên paqijiyê hin ji wan in. + +Endamên komeleyê li avahiya komeleyê tiştên ku hatine kom kirin destpêkê dixin torbeyên naylon û pişt ra bi seyareya xwe wan belav +dikin. + +Komeleyê heta niha di çarçoveya vê kampanyayê alîkarî bi zêdetirî 1000 malbatan kiriye ku ji Sûriyê koçber bûne. Endamên komeleyê ji bilî tiştên mecbûrî alîkariya cilşo, dolaba cemedê, livînên razanê û gelek tiştên din dikin. + +Vir Sînan e, ev der dikeve nav tixûbên devera Qûtûdereyê. Ev çemê ku avê li agirê demsalê wer dike, li ser rêya navçeya Pilemoriyê deh kîlometir dûrî navenda bajêr e. Bi berzbûna germahiya vê havînê re xelkê Dêrsîmê herikîn ser peravên çemên Pêrî û Minzûrê. + +Digel niştecihên bajêr, di serî de dêrsîmiyên ku li derve dijîn, biyanî jî tên vir û li şûna ava şor a deryayan di av û robarên şêrîn de xwe hênik dikin. + +Li Dêrsîmê jin, mêr, keç, xort, zarok, kal û pîr hemû pêkve dikevin avê û melevaniyê dikin. Hinek jî wekî vana raftîng dikin. Lê ya herî balkêştir li bajarên din ên Bakur zêdetir li vir her kes ji hev re pir rêzdar in. + +Herwiha kargêrê vê perava geştyarî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê dike û dibêje ku ev der welatê başûriyan e jî li şûna peravên şor ên deryayên Tirkiyê bên xwe li ber peravên şêrîn ên çemên Dêrsîmê hênik bikin. + +Civakeke mirovhez, sirûşt û xwezayeke bedew, çem û robarên jînbexş çendîn xweşikiyên din li vî bajarî tê peydakirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî dê sibê ji Almanya vegere Kurdistanê lê ";nûtirîn"; wêneyên wî beriya wî gihîştine Kurdistanê. + +Medyaya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê îro hinek wêneyên Talebanî belav kir û ragihand, ev wêne nûtirîn wêneyên Talebanî ne. + +Di wêneyan de Talebanî li ser xwe ye û xortek jî li kêleka wî rûniştiye. + +Di wêneyekî de Talebanî destê xwe avêtiye stûyê wî xortî û di wêneyekî de jî wî xortî û Talebanî toqe kirine. + +Li gorî agahiyên ku ji malbata Talebanî gihîştiye Rûdawê, Talebanî dê sibê beriya fitarê bigihîje Kurdistanê. + +Talebanî ji Kanûna sala 2012an ve li Almanyayê tê dermankirin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê, Qubad Talebanî ragihand ku bavê wî dê sibê ji Almanya vegere Kurdistanê û got, li ser daxwaza wî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. +Kurê Celal Talebanî, Qubad Talebanî îşev li bajarokê Çemçemalê yê Başûrê Kurdistanê, piştî ku bi komek pêşmergeyên birîndar û malbatên wan re fitara xwe vekir, li ser vegera bavê xwe civîneke rojnamevaniyê li dar xist. +Qubad Talebanî da zanîn ku bavê wî dê sibê vegere Kurdistanê û derbasî mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê bibe lê li ser daxwaza Talebanî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. +Li ser sedema vê yekê jî Qubad Talebanî got, Mam Celal bixwe wisa xwestiye çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasim bê lidarxistin. +Kurê Talebanî ji welatiyan xwe jî xwest, kêfxweşiyên xwe ji bona vegera Mam Celal, bi awayekî aram nîşan bidin û got, bila vala vala fîşek neyên teqandin çimkî ew fîşek ji bona parastina Kurdistanê lazim in. +Li ser çawaniya pêşwazîkirina li Talebanî jî Qubad Talebanî got, ez nikarin ji ber rewşa ewlehiyê agahiyên zêdetir bidim. +Kurê Talebanî çend caran têkez li ser başbûna rewşa bavê xwe kir û got, emê hemû sibê bibînin û ev jî baştirîn bersiv e ji bo vê pirsê. +Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di bersiva vê pirsê de ku gelo Talebanî dê cardin bikaribe tevlî çalakiyên siyasî bibe yan na, jî got, ez bawer nakim Mam Celal wiqasî bi hêsanî ji siyasetê dûr bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî dê bighe bajarê Silêmaniyê piştî geştek çareseriyê ku nêzîk 19 mehan li Elmaniyayê dirêj kir. + +Duh, 18.07.2014, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê, Qubad Talebanî di konfransekî rojnamevaniyê de ragihand ku bavê wî dê îro ji Almanya vegere Kurdistanê û got, li ser daxwaza wî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. + +Ji aliyek din ve biraziyê Talebanî, Aras Şêx Cengî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku dê mam Celal beriya fitarê bi riya balafireke ambulansê bigihe Silêmaniyê. + +Qubad Talebanî da zanîn ku bavê wî dê îro vegere Kurdistanê û derbasî mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê bibe lê li ser daxwaza Talebanî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. + +Li ser sedema vê yekê jî Qubad Talebanî got, Mam Celal bixwe wisa xwestiye çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasim bê lidarxistin. + +Hevdem li ser cihê mayîna Talebanî dema ku vegere, pijîşkê taybet ê navborî Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got: ";Ew pijîşkên ku çareseriya sirûştî bo wî dikirin, dê ligel bên û berdewam bin li ser çareseriya sirûştî ya Mam Celal li Silêmaniyê."; + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li herêma Dêrikê, kurdekî din ê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hat kuştin. + +Çavkaniyeke herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Şemiyê, dora saet 3.40 deqe, kurdekî bi navê Xurşîd Hac Mihemed Taha li nêzîk gundê Habilhewa li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hat kuştin. + +Çavkaniyê diyar kir ku Xurşîd bi xwe karê qaçaxiyê dike û dema ku dixwest grûpeke hemwelatiyan ji Rojava derbasî Bakur bike, li nav axa Rojava rastî guleyên hêzên Tirkiyê hat û di cih de jiyana xwe ji dest da. + +Çavkaniyê herwiha got ku cenazeyê Xurşîd wê îro li gundê Qesirdîbê yê girêdayî herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi xakê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kurdên Bakurê Kurdistanê yên ku derbasî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûne, lîwayek ji xwe re avakirin. + +Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di heftiya borî de ragihandibû ku nêzîkî 900 Kurdên Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn ji bo ku tevlî şerê li djî çekdarên DAÎŞê bibin. + +Li gor zaniyariyên ku belav bûne, duh lîwayeke taybet bi Kurdên Bakurê Kurdistanê li Kobanî hat avakirin. + +Ew lîwaya ku bi navê ";Lîwaya Şehîd Firat"; e, ji 100 şervanên Bakur pêk tê û li Kobanî tevlî rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. + +Di merasîma ragihandina lîwayê de, daxuyanî bi zimanên kurd û tirkî hatin xwendin. + +Di daxuyaniyê de her yek ji Sûriyê, Îran, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştgirîkirina çekdarên DAÎŞê hatin tometbarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, serê sibehê hêzeke ewlekarî ya mezin a Herêma Kurdistanê hat belavkirin û li gor gotina rêveberê asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî ";Belavkirina wê hêzê û danîna xalên pişkinînê yên demkî, manorek ewlekarî bû ji aliyê asayişê ve hat encamdan."; + +Rêveberê asayişa Hewlêrê, Emîd Tariq Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Di navbera demjimêr 4-6 sibehê de, manoreke ewlekarî hat encamdan bi mebesta amadebûna hêzên ewlekariyê di dema rûdana her bûyereke nexwestî de."; + +Emîd Tariq Nûrî red kir ku girêdana vê rewşa ewlekarî bi bûyereke nexwestî ve hebe û sedema encamdana vê manora leşkerî bo ";Piştrast kirina hemwelatiyan ji parstina mal û milkê wan"; vegerand. + +Herwiha Nûrî da zanîn jî ku encamdana vê manora ewlekarî bo wê yekê ye jî ku ";Her demê em bixwazin, amadebin bo dariştina pilanên ewlekariyê û wan hêzan bi wî awayî belav bikin, da her kes cih û erkê xwe bizane."; + +Rêveberê asayişa Hewlêrê amaje kir ku encamdana manorên ewlekarî gelek girînge da ";Her demekê xuda neke rewşeke ewlekarî ya nexwestî rûbide, amade bin bo bi heman awayî pilanên ewlekarî cî bi cîbikin."; + + +Berlin (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirxaneya Tegel li bajarê Berlinê ragihand ku mam Celal gihîşte nav balafirxaneyê da ji wê de ber bi Herêma Kurdistanê ve were. + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Biryare îro, Şemiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa hevdîtinekê pêk bînin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji nava Tevgera Gorranê bidest xistine, îro dê Newşîrwan Mistefa serdana Pîrmamê bike û ligel Mesûd Barzanî bicive. + +Rûdawê zanî ku dê naveroka civînê li ser serokomariya Iraqê û kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo wê postê be. + +Ev civîn di demekê de tê ku, biryare îro Mam Celal piştî 19 mehan ji çareseriya pijîşkî li Almanya, vedigere Başûrê Kurdistanê. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî ragihand ku dê mam Celal bo mala xwe li Debaşan li Silêmaniyê bê veguhsetin û tenê ji aliyê malbata xwe ve were pêşwazî kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirxaneya Tegel li Berlinê ragihand ku niha mam Celal gihîşte balafirxaneyê û çavlirê ye ku îro ber bi Başûrê Kurdistanê bifire û berî fitarê bigihe Silêmaniyê. + +Hevdem peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Silêmaniyê ragihand ku endamê serkirdatiya YNK Bêgerd Talebanî di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê got: ";Cihê mayîna mam Celal li mala wî li Debaşan li Silêmaniyê hatiye amade kirin"; û dê ji balafirxaneyê bo wê de bê veguhsetin. + +Herwiha Bêgerd Talebanî diyar kir ku tenê endamên mlabata mam Celal li balafirxaneya Silêmaniyê ne bo pêşwazîkirina wî û ti pêşwaziyeke fermî jê re nayê encamdan. + +Herwiha navhatî aşker kir ku dê îro, Şemiyê, ";Danê êvarî dê endamên polîtburoya YNK biçin mala mam Celal li Debaşan da bixêr hatina wî bikin."; + +Duh, 18.07.2014, kurê mam Celal, Qubad Talebanî da zanîn ku ";Mam Celal bixwe wisa xwestiye ku ti pêşwaziyeke fermî jê re neyê encamdan, çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasîm bê lidarxistin."; + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ala Talebanî ragihand ku ji wan re hatiye gotin ku demjimêr 16:00 li balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê amade bin bo pêşwazî kirina li Mam Celal. + +Ala Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ji me re hat gotin ku demjimêr 16:00ê dê Mam Celal bigihe balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê û li wê de amade bin."; + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Celal Talebanî, îro, vedigere Başûrê Kurdistanê. + +Di daxuyaniyeke cuda de, endamê serkirdatiya YNK Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re diyar kir ku tenê endamên malbata Mam Celal li balafirxaneya Silêmaniyê ne bo pêşwazîkirina wî û ti pêşwaziyeke fermî jê re nayê encamdan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza ji malbata Talebanî kir ku amadeye pêşwazî kirina Mam Celal bibe û malbatê spasiya Barzanî kirin. + +Her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peywendî bi malbata Talebanî re kirin da biçin pêşwaziya Mam Celal. + +Çavkaniyeke pile bilind ji nava PDK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, malbata Talebanî spasiya wan kirin û bibaş zanîn ku pêşwazî kirin malbatî be, ne fermî. + +Biryare îro, 19.07.2014, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî bigihe bajarê Silêmaniyê piştî geşteke çareseriyê li bajarê Almanya ji roja 17.012.2012 ve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vegera serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bo Kurdistanê pîroz dike. + +Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de vegera Talebanî ragihand ku rola Mam Celal di jiyana siyasî ya Kurdistan û Iraqê de roleke dîrokî bû û roja vegera wî jîrojeke dîrokî ye ji bo welêt û bogelê Kurdistanê. + +Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî spasiya Xwedayê mezin kir ku Mam Celal û Kurdistan û xelkê Kurdistanê car din bi hevde şa kirin. Herwiha sapsiya welatê Almanya û wan tîmên bijîşkî kir ku di dema borî de zehmetî di dermankirina wî de dîtine. + +Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser rola Mam Celal di jiyana siyasî li Kurdistan û Iraqê de û wiha got: ";Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Iraqê gelek bi aşkere di jiyana siyasî û desthilatdariya Iraqê de diyar bû. Ji ber ku roleke wî ya dîrokî hebû û roja vegera wî bo welat jî rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê."; + +Di dawiya peyama xwe de, serokwezîr Barzanî hêviya selametî û temendirêjiyê ji Mam Celal re xwest. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî kêfxweşiya xwe bo vegera mam Celal bo Kurdistanê anî ziman. + +Di peyamekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî pîrozbahî li vegera mam Celal bo Herêma Kurdistanê kir û got: ";Ez gelek kêfxweşim bo vegera cenabê mam Celal bo Kurdistanê û hêvî dikim ku Xwedayê mezin şîfaya temam bidêyê de."; + +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: ";Nexweşiya we yê birêz valahiyeke mezin di proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê de çêkir."; + +Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje ";Ez piştrastim ku dê vegera cenabê wî bibe sedema bihêzbûna yekrêzî û biratiya zêdetir di nava hêzên Kurdistanî de, bi taybetî ku gelê me di qonaxek hestiyar û yeka alîker de derbas dibe."; +Silêmanî (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, piştî zêdetirî sal û nîvekî ku li Almanyayê dihat dermankirin, vegera Herêma Kurdistanê. + +Talebanî, îro danê êvarê bi balafireke taybet ji bajarê Berlînê yê Almanyayê gihîşt bajarê Silêmaniyê û tenê ji aliyê endamên malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, Talebanî dê li mala xwe ya li devera Debaşnê ya Silêmaniyê bimîne. + +Malbata Talebanî li balafirxaneya Silêmaniyê pêşwaziya wî dikin + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa kir. + +Barzanî îro li devera Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwaziya organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Barzanî û Mistefa li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin. + +Her wiha hat gotin ku li ser namzedê Kurdistanê yê serokomariya Iraqê û rewşa siyasî, aborî û leşkerî ya Başûrê Kurdistanê jî hatiye axaftin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberiya Ofîsa Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, ji ber romala taybet a vegera wî ya Kurdistanê spasiya Rûdawê kir. +Rûdawê îro cihekî berfireh da vegera Talebanî ya Kurdistanê. +Ji ber vê jî rêveberiya ofîsa Talebanî serdana ofîsa Rûdawê ya Silêmaniyê kir û ji ber vê yekê spasiya Rûdawê kir û gul û şirînî pêşkêşî karmendên Rûdawê kir. + +Rêveberiya ofîsa Talebanî ji Rûdawê re got, hemû agahî û nûçeyên ku Rûdawê li ser Talebanî belav kirin, rast bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Celal Talebanî, Qubad Talebanî ji ber romala taybet a Rûdawê li ser vegera Talebanî ji Almanya bo Kurdistanê pesnê Rûdawê da û got, Rûdawê nîşan da ku bi awayekî profesyonel kar dike. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, ku zêdetirî sal û nîvekê bû li Almanyayê dihat dermankirin, îro danê êvarê gihîşt bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê û ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. + +Rûdawê jî cihekî berfireh da vegera Talebanî û agahî û nûçeyên nû li ser hatina Talebanî belav kir. + +Kurê Talebanî, Qubad Talebanî spasiya Rûdawê kir û got, Rûdawê nîşan da ku bi awayekî profesyonel kar dike. + +Jixwe piştî ku balafira Talebanî ji Almanya gihîşt Silêmaniyê jî ofîsa Talebanî baqek gul û qutiyek şirînî pêşkêşî ofîsa Rûdawê ya li Silêmaniyê kiribû û spasiya Rûdawê kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Iraqê û endama malbata Talebanî, Ala Talebanî da zanîn, dê ";di demek kurt"; her kes dikare Mam Celal bibîne. + +Celal Talebanî îro ji Almanya vegeriya Başûrê Kurdistanê lê tenê malbata wî pêşwaziya wî kir. + +Yek ji endamên malbata Talebanî yên ku çûbûn pêşwaziya Talebanî, bi navê Ala Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û got, rewşa tenduristiya Mam Celal pir baş e. + +Ala Talebanî her wiha got, min bîstekî berê destê Mam Celal maç kir lê înşalah dê hûn jî di demek kurt de bikaribin wî bibînin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 2emîn salvegera "Şoreşa Rojava" îro hat pîrozkirin û bi helkefta vê rojê çendîn meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. +Bi boneya "Şoreşa Rojava", îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beyannameyek belav kir û tê de ji xort û keçên kurd daxwaz kir ku bi hewara Kobanê herin û tevlî rêzên şervanên YPGê bibin. +Di beyannameya PYDê de herwiha hatiye gotin ku "Em salvegera duyem a şoreşa Rojava ji Kobanê ve pîroz dikin da ku qonaxeke nû ji gelê me re dest pêbike". +KONGRA-GEL jî di vê boneyê de daxuyaniyek belav kir û got ku hin hêzên navneteweyî û herêmî piştgiriya çekdarên DAIŞê yên kirêgirtî dikin da ku êrişî Kobanê bikin lê li gorî Kongra Gl ev hewl biser nakevin. +KONGRA-GEL da zanîn, gelê Rojava ji bo azadî û rûmeta xwe ji 7 salî heta 70 salî di nav berxwedanekê de ne û ji ber vê yekê divê hemû kurd piştgiriya Kobanê bikin. +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ziman ku "Şoreşa Rojava di serî de li gelê kurd û dostên wan li tevayî gelên Rojhilata Navîn û mirovatiya cîhanê pîroz be. Em şehîdên xwe yên bi lehengiya xwe ev şoreş anîn vê rewşê bi rêz û hurmet bi bîr tînin."; +Rûdaw (Hewlêr)- Vegera Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mam Celal, bi awayekî berfireh, di medyaya tirkî de cih girt. +Rojnameyên weke Hurriyet, Sabah, Zaman, Yenî Şafak û Postayê nûçe ji xwendevanên xwe re ragihand in. +Hurriyetê, girîngî da vegera Telebanî ya di vî wextî de pêkhatî û da zanîn ku, hatina wî ji bo hilbijartên serokomariya Iraqê dê encam bide. Rojnameyê wiha dewam kir: ";Di nav YNKê de ji ber namzetê hilbijartinên serokomariyê, nakokî hene. Ji bo diyarkirina namzetekî kurd, hatina Telebanî girîng e."; +Yenî Şafakê jî da zanîn ku serokomarê Iraqê ji sala 2012 heta niha ji bo tenduristiya xwe li Almanyayê bû û wiha dewam kir: ";Yên ku li benda hatina wî, dê pêşwaziyek mezin li wî bikin."; +Rojnameyekî din jî, bal kêşa ser demê borî û tevlihevbûna Iraqê ya piştî civîna Nûrî Malikî û nexweşketina Mam Celal. +Herwiha beriya du mehan nivîskarê tirk ê navdar, Cengîz Çandar di nivîseka xwe de gotibû, di demekî nêzîk de Mam Celal dê vegerê, lê belê tevlî karên siyasî nabe. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokatiya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyeke fermî li ser êrişên DAÎŞê yên li dijî mesîhiyên parêzgeha Nînovayê da û ji bo vê yekê alîkariya nêvdewletî xwest. +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, li ser malpera fermî jî hatiye parvekirin, bi tundî li dijî êrişên li mesîhiyên Mûsilê tên kirin derket û daxwaziya alîkariya nêvdewletî kir ku bi teqez alîkariyê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê; da ku bikaribin bi lez alîkariya van kesan bikin. +Ûmêd Sebah di beşeke ya daxuyaniyê de amadebûna Herêma Kurdistanê ragihand ";bo alîkarî û parastina"; mesîhiyên Mûsil. +Daxuyaniyê wiha dest pê kir: +Daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê derxistina xuşk û birayên mesîhî ji Mûsilê +Piştî serdegirtina komên terorîst li ser bajarê Mûsilê de li dijî yasa û mafê mirovan muameleyekê erişî xuşk û birayên mesîhî kirin û ji neçarî cih û malên xwe şûnde hêlan û ber bi Kurdistanê ve rê ketin. +Em li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê vê çalakiya terorîstî û dij-mirovatî bi tundî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe ji bo xuşk û birayên mesîhî tînin ziman. Herwiha radigihînin ku, em amade ne ji bo pêşwazî, alîkarî û paratistina wan. + +Daxwazî li civaka nêvdewletî jî hat kirin ku zûtir alîkariyê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku bi şêweyekî teqez û şayeste bikaribin alîkariya gelên xwe bikin û xem û êşên wan kêm bikin. + + +Di nava pêkhateyên Iraqê de, nêrînên cuda li ser kontrolkirina çend bajar û bajarokaa ji aliyê DAÎŞê û çekdarên Sun ve hene, lê vî şerî bandora xwe li ser hemû pêkhateyan kiriye, bi awayekî ku di encam de xelkê ji hemû pêkhateyan koçber û derbeder bûn. +Ew hemû dixwazin vegerin warên xwe eger rewş aram bibe, lê her yek ji wan bi çavekî cuda li vê aramiyê dinêre. +SB/ Koçberekî Şîa¤WA0 4848 +Cudahiya navbera van koçberan ne tenê di nêrîna wan a li ser vê rewşa ku li Iraqê peyda bûye de ye, lê cihê mayîn û jiyanan wan jî cuda ye, hinek li otêl û xaniyan dijîn û hin li nav çadir û cadeyan rojên xwe derbas dikin. +Ibtîsam û dayika xwe ya ku rastî felecê hatiye, îro ji Tikrîtê hatine, ew behsa bajarê xwe dike û nizane bê wê çarenivîsa wê û dayika wê çibe. +SB/ Ibtîsam / Koçber¤WA1 4800 4792 +Şofêrê ku Ibtîsam û dayika we ji Tikrîtê anîne Hewlêrê, dibêjin, ew nikarin vegerin heta çekdarên ku wan bi şoreşvan bi nav dike, hemû tiştî li Tikrîtê kontrol bikin. +SB/ Şofêr¤WA3 4784 +Dayika Ibtîsam diyar dike ku wê heta niha ti xweşiyeke jiyanê li Iraqê nedîtiye û bi nêrîna wê, tenê di serdema serokatiya Ehmed Hesen el-Bekir de, Iraq aram û ewlekar bû. Lê ew dibîne ku rewşa niha ya Iraqê ya herî xirab e ku di ser re derbas bûye. +SB/ Dayika Ibtîsam¤WA4 4856 +Çîroka Ibtîsam û dayika xwe dibe ku yek ji hezaran çîrokên malbatên iraqî ye ku tenê xwesteka wan ewe rojekê ji rojan li cih û warên xwe bi aramî bijîn. + +لە دهۆک فۆرمی زانیاری لە پەنابەرانی موسڵ وەردەگیرێتەوە +نزیکەی ٦٠٠٠ فۆڕم کۆکراوەتەوە +ل پارێزگەها دهۆکێ پرۆسەیا وەرگرتنا فۆرمان ژ کۆچبەرێن مووسلێ دەستپێکرییە.¤WA0 5220 +رێڤەبەرییا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ دخوازە د رێیا وەرگرتنا فۆرمێن کۆچبەرێن مووسلێ رە، زانیارییان ل سەر وان بەرهەڤ بکە ژ بۆ کو ب هێسانی بکاربە ئالیکاریێن مرۆڤی ل سەر وان پارڤە بکە. ل گۆر ئامارێن وێ وەزارەتێ، هەتا نها 600 فۆرم هاتنە وەرگرتن. +کۆچبەرێن مووسلێ، پشتی کو چەکدارێن داعشێ دەست دانین سەر باژارێ وان، بەرێ خوە دان باشوورێ کوردستانێ و رۆژ ب رۆژ هەژمارا وان زێدەتر دبە. +VT + +Rûdaw (Hewlêr)- Kanalê Kurdsatê, wêneyên Mam Celal yên herî dawî parvekir. +Kanalê, çend wêneyên Telebanî û Kosret Resûl parve kirin ku Mam Celal tê de dikene. +Rûdaw, wêneyan belav dike... + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragihand ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê bi çekên pêşketî êriş dike lewma pêwîstiya Pêşmerge jî bi çekên baştir heye da ku li dijî wê rêxistinê bisekine. +Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajanas Reutersê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê heta niha kariye bi awayekî serkeftî li hember êriş û gefên ku ji aliyê Sûriye û Iraqê ve tên xwe biparêze. +Mesrûr Barzanî, behsa şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û got, gefa çekdarên radîkal li Iraqê dê bigihîje welatên rojava jî ji ber wê jî du rê li pêşiya wan welatan de ye: yan divê werin vir û li dijî komên radîkal şer bikin yan jî dê li bendê bin komên radîkal derbasî wan welatan bibin û li wir êrişên terorîstî bikin. +Li gorî Reutersê, sînorê navbera hêzên kurdî û DAIŞê de 15 kîlometr e. +Li gorî Mesrûr Barzanî, DAIŞê çekên modern bidest xistiye ji ber wê jî divê pêşmerge çekên baştir bidest bîne da ku bikaribe li hember wê rêxistinê bisekine. +Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, rexne li welatên Ewropa û Amerîkayê kir û got, me bi hinek welatên Ewropa û Amerîka re hevdîtin kiriye lê heta niha di piratîkê de ti gavek ji bona alîkariya kurd nehavêtine. Divê Amerîka û hemû civaka navdewletî li hember rewşa niha berpirsiyar bin. +Mesrûr Barzanî eşkere kir ku hejmara çekdarên DAIŞê di roja ku Mûsilê girtin de ji 3000î kêmtir bû lê piştî girtina Mûsilê gellek çekdarên din tevlî refên DAIŞê bûn. Li gorî Barzanî, hejmara çekdarên DAIŞê derdora 12 hezarî ye. +Wî rayedarê Herêma Kurdistanê da zanîn ku heta niha hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê karîne çend êrişên terorîstî li dijî Kurdistanê pûç bikin. +Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji hatina bi sedan hezar aware ji Mûsil û deverên din ên aloz ên Iraqê bo Kurdistanê nîşan da û got, em hemû hewlên xwe didin da ku piştrast bin ku ti xeterek li Kurdistanê tine. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Desteya Dadê li Kantona Cezîrê Xalid Îbrahîm li ser rûpela xwe ya facebookê postek derbarê yasaya xizmeta serabzî ya neçar a ku ji aliyê kantona Cezîrê ve derketibû, belav kir û tê de bi rengekî nerasterast gumanê dixe ser rewatiya wê yasayê û dibêje, derxistina her yasayekê ne ji valabûnê tê, ew ji pêwîstiyekê tê ji bo dagirtina valahiya destûrî û îdarî li her navçeyekê ji bo rêxistina peywendiyan di navbera welatiyan û dezgehan de, û çi civaka ku yasa tê de nebin ewê bi yasayên daristanê were birêvebirin. +Xalid Îbrahîm di posta xwe de dibêje, tiştê encumena yasadanînê li kantonên Rojava derdixin ji bo rêxistina jiyanê ye lê heger ew yasa rewa bin yan ne rewa bin, pêwîst nake ev qerebalixa ragihandinê li ser wan çêbibe, ji ber ku ew grûpa van yasayan red dike, xwe wek opozîsyon pêşkêş nake da ku erkên xwe hilgire û pirojên xwe pêşkêş bike, û grûpa din a ku piştevaniya van yasayan dike nizanin birengekî zane û zelal berevaniyê di ber van yasayan de bikin ji ber ku ev ne karê wan e û ew ne pisporin di vî warî de, lewma berevaniya wan xizmeta wan yasayan nake, û ev yek bi nerênî li ser îdara kantonan vedigere. +Ji aliyê xwe ve, serokê Desteya Peywendiyên Derve li Kantona Cezîrê Salih Geddo ji Rûdawê re gotî, raste êrişa DAIŞê li ser navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê gellekî dijwar e û ji erkê hemî hêzên kurdî ye ku berevaniyê di ber wan navçeyan de bikin, lê derxistina biryarên mezin wek yasaya xizmeta serbazî a neçar, bi hemî aliyan ve girêdayî ye, û nabe ji aliyekê tenê derkeve, niha pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, û heger hemî hêzên kurdî yek bin û vê biryarê bi hev re derxin, wê gellê me li Rojavayê Kurdistan jî rêza vê biryarê bigre. +Herwiha Geddo li ser imkaniya guhertin yan pûçkirina biryara xizmeta serbazî a neçar zelal kir ku, rûbereke mezin ji demokrasiyê li cem me heye, û em dikarin hemî biryaran hemwar yan jî pûç bikin heger ew pûçkirin bikeve xizmeta gel de. +Ji alîkî din ve, hinek çavkanî dibêjin ku niha zaniyarî û nîşan hene ku kantona Cezîrê binêt e carek din yasaya xizmeta serbazî a neçar hemwar bike yan jî wê yasayê pûç bike. + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ji ber şerê eşîran, rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve ji xelkê re hat qedexekirin. +Walîtiya Colemêrgê ji ber şerê di navbera du eşîran de li nav bajêr rewşa awarte ragihand û derketina derve ji xelkê re qedexe kir. +Li gorî walîtiyê, heta bajar aram nebe ev rewş dê bidome. +Peyamnêrê ajansa DHA ya Tirkiyê Bekîr Karatopark, li ser vê bûyerê ji Rûdawê re got, îşev her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî li hev dan û di encamê de kesek ji eşîra Ertoşî hat kuştin û yek jî birîndar bû. + +Lê li gorî hinek jêderên din jî, di şer her du eşîran de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Bekîr Karatoprak anî ziman, lewma Walîtiya Colemêrgê biryar da rewşa awarte were ragihandin û bi rêya mizgeftan ji xelkê hat xwestin dernekevin derve. +Li gorî agahiyan, roja 18ê Tîrmeha îsal 4 xortên Ertoşî û Pinyanişî li ser bazirganiyê devojenî hev bibûn ji ber vê yekê şer di navbera her du eşîran de derketibû. +Hat zanîn, polîs tedbîrên ewlehiyê yên tund li nav bajêr girtiye û nahêle ti kes derkeve derve. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê bi fermana parêzgar hatin û çûn hat qedexe kirin. + +Parêzgarê bajarê Colemêrgê fermana qedexe kirina çûn û hatinê li bajar da û ew ferman dê heta derçûna fermanek din kar pê bê kirin ew jî bo çareserkirina aloziya di navber du eşîretan de derketiye. + +Duh, 20.07.2014, şer di navbera du eşîretan de li Celmêrgê derket û di encam de kesekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar ket. + +Ev biryara parêzgar bo mebestê rêgirî li mezinbûna bûyerê tê, lewma nîvê şeva borî biryara qedexekirina hatin û çûnê da. + +Heta dema amadekirina vê nûçeyê ti biryarek berovajî qedexe kirina hatin û çûnê derneketiye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî dikin. + +Çavkaniyekê ji polîtburoya YNK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, 21.07.2014 dê endamên polîtburoya YNK serdana Talebanî bikin. + +Pêr, 19.07.2014, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK, Celal Talebanî vegeriya Herêma Kurdistanê piştî gerek çareseriyê ku 19 mehan li welatê Elmaniyayê dirêj kir. + +Talebanî piştî vegera xwe li mala xwe ya li Debaşan li Silêmaniyê dimîne û li wê de pêşwaziya mêvanên xwe dike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Duh, roja yekşemê, Asayişa Dêrikê Rojnamevanê Kurd Malva Elî li ser rêbendeke Asayişê li gundewarên Dêrikê girt. +Piştî çend saetan ji lêkolînê ji aliyê Asayişê ve, rojnamevanê navborî serbest hat berdan. +Rojnamevan Malva Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê rê aşkere kir ku di dema lêkolînê de ew rastî îşkence û îhanetê nehatiye. +Elî ku ji bilî karê rojnamevaniyê weke çalakvanekî sisysî tê naskirin, di sala 2008an de ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û nêzîka 6 mehan di zîndanên rejîmê de mabû. +Hewlêr (Rûdaw)-Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm gef li polîtburoya partiya xwe xwar û got ku ew daxwaza xwekandîd kirina serokomarê venakişîne. + +Roja 20.07.2014, polîtburoya YNK bo yek alîkirina kandîdê xwe bo postê serokomarê Iraqê civiya û piştî civînê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar ragihand ku her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm kandîdên YNK ne bo posta serokomarê Iraqê. + +Ji aliyê xwe endamê polîtburoya YNK Necmedîn Kerîm, ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye û xwe ji bo posta serokomarê Iraqê kandîd kiriye rexneyên giran li polîtburoya YNK girt û ragihand ku polîtburoya YNK bêy amadebûna wî kandîdên serokomariyê diyarkirin û civîna polîtburoyê bi ";Şikestîxwaz"; bi nav kir. + +Necmedîn Kerîm di daxuyaniyek taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ji ber ku polîtburoyê nikarî li ser yek kesî bigihe rêkeftinê, du nav kandîd kirin, dema yek kes ye nebe, wate ewe ku lîsteya navan vekiriye, lewma ez jî kandîdim û ez venakişim."; + +Lê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar got ku wan her yek ji ";Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê agahdar kirine ku tenê du kandîdên YNK bo wê postê hene"; û Necmedîn Kerîm ne kandîdê wane bo serokomariya Iraqê. + +Necmedîn Kerîm ku li hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 30 Nîsana borî de zêdetir ji 150 hezar deng bidest xistin got: ";Şandina navê wan kandîdan bo Serokê Herêma Kurdistanê hesane, madem yek kandîd nîne, em jî dê navê xwe bidin cenabê Serokê Herêma Kurdistanê."; + +Navborî dibîne ku beşdarnebûna wî di civîna polîtburoya YNK de bandor li ser wê yekê hebû ku navê wî neket tenişt navê her du kandîdên din û dibêje: ";Ez ne di civîna polîtburoyê de bûm, civîn neserkeftî bû, eger serkeftî ba wan dê yek nav hilbijarta. Civîn negihîşte ti encamê, gotin bila her du bin eger ez jî li wê de bame dê navê min jî heba, lê ji ber ku ez ne li wir bûm navê min nedanan."; + +Di dirêjiya gotinên xwe de Kerîm aşkere kir ku ";Serokê Herêma Kurdistanê agahdar bû ku ez dê xwe kandîd bikim û axaftin jî ligel hat kirin û min ti gotineke nerênî ji cenabê wî nebihîst."; + +Di dawiya gotinên xwe de wî endamê polîtburoya YNK wiha got: ";Eger polîtburoya YNK yek kandîd danabe ezê vekişiyama, lê madem ne yek kandîde ez jî navê xwe didanim û berdewam dibim, ji ber ku di navbera polîtburoya YNK de aşkere bû ku ez kandîdim. Madem bû du kes, ti cudahî di navbera 3 kesan de nîne, raste ew nebaşe bo Kurdan ku 3 kandîdê wan hebe, bi taybetî bo YNK xirabe, lê ez ne biniyazim xwe vekişênim."; + +Ev gotin di demekê de ye ku heta niha 7 kesên Kurd xwe bo posta serokomariya Iraqê kandîd kirine, ew jî evin: + +Fûad Mehsûm +Berhem Salih +Necmedîn Kerîm +Hîwa Mihemed +Miheme Salih Heme Ferec Hesen Caf +Yehiya Nesredîn Hemed Derwêş +Tehsîn Bekir Hemed Emîn + +Rûdaw (Colemêrg)- Şerê li Colemêrgê di navbera du eşîran de rûdayî, bajar kir du alî û bû sedema qedexeya derketina kolanê. Li bajarê ku pêşgiriyên ewlehiyê lê hatî girtin, heta niha hewldanên Parêzgeha Colemêrgê û wekîlan tu encam nedane. +Li Colemêrga şerê eşîran lê rûdayî, qedexeya derketina kolanê berdewam e û herwiha hewldanên Parêzgeha Colemêrgê û wekîlê HDPê yê Colemêrgê Esad Canan ji bo aşitiyê didomin. +Esad Canan bi Rûdawê re ragihand ku, hevdîtinên wan ên bi gel re didomin û ew dê gelî bînin ba hev, wan li hev bînin. +Canan wiha dewam kir: ";Di holê de tu sedem tune ku ev bûyer rûbidin. Şerê ku di navbera 2-3 xortan de rûdayî, bûye şerê navbera eşîran, ev yek me ditirsîne. Li Colemêrgê yekîtî û bihevrebûn heye. Pêwîst e ev tiştên wisa çênebûna. Gumanên me hene ku ‘ev provokasyonek be, ji bo xirakirina vê yekîtî û bihevrebûnê.’ Min bi mezinên hemû eşîran re hevdîtin pêk anî. Ew jî roleke erênî dilehîzin. Ez hêvîdarim ku di demekî kurt de em aşitiyê pêk bînin."; +Li gel qedexeya derketina kolanê, li bajêr pêşgiriyên derasayî jî tên girtin. +Siyasetvaneke nexwest navê wî bê eşkerekirin, bi Rûdawê re ragihand: ";Tiştekî din ne mabû, ev qedexe pêwîst bûn."; +Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal di daxuyaniya xwe ya di medyayê de cih girtî de diyar kir ku ";Ev provokasyoneke ya dewleta tirk e, divê gelê me bi vê provokasyonê nexape."; +Li colemêrgê şerê di navbera eşîrên Ertoşî û Pînyanîşîyan de ev çend roje didome. Di encama şerî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bibûn. + + +Enqere (Rûdaw)- Biryare îro, Duşemê, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder serdana Herêma Kurdistanê bikin. + +Peyamnrêr Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqere ragihand ku îro her yek ji Leyla Zana û Sirri Sureya Onder bigihin Hewlêrê û dê sibe, Sêşemê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanî bicivin. + +Derbarê naveroka vê serdana de bo Herêma Kurdistanê peyamnêrê me diyar kir ku dê Zana û Onder nameya rêberê PKK Addulla Ocalan derbarê Kongreya Netweyeî ya Kurd û pirsa Rojavayê Kurdisranê de bighîni Barzanî û aliyên siyasî yên Kurd. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku roja Çareşemê, 23.07.2014, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê HDP Sirri Sureya Onder berê xwe bidin Silêmaniyê û serdana Sekreterê Gitşî yê YNKê Celal Talebanî bikin, ku ev du rojin ji geştek çareseriyê li bajarê Elmaniya vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. +Rûdaw (Hewlêr)- Piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo civîna Kongreya Neteweyî ya Kurd, parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder îro diçin Hewlêrê. Zana û Onder dê peyama Ocalan bigihînin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. +Li ser mijarê HDPê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ";Parlamentera Diyarbekirê ya serbixwe birêz Leyla Zana û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, ji bo hevdîtina Serokomarê Iraqê birêz Celal Telebanî, Serokê Kurdistana Federal birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek sazî û partiyên kurd li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd re hevdîtinan pêkbînin diçin Erbîlê. Hevdîtin, dê ji bo ragihandina peyama birêz Ocalan, nirxandina bûyerên dawî yên li herêmê û danûstandina fikaran bên pêkanîn."; +Li ber vê, tê îdia kirin ku Ocalan, ji bo Barzanî nameyek nivîsiye. +Zana û Onder her dawî di 10ê Tîrmehê de li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: +";Ocalan ji destpêka pêvajoya çereseriya demokratîk û heta niha di hevdîtinan hemûyan de destnîşan kiriye ku divê teqez Kongreya Neteweyî yaKurd bicive û yekîtiya neteweyî bê pêkanîn. Û herwiha daye zanîn ku tesbît û pêşniyariyên wî yên li ser bûyerên li herêmê çi qas girîng in. Ji ber vê jî pêwîst e kongre, di demekî kurt de bicive."; +Hewlêr (Rûdaw)- Endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro serdana Sekreterê Giştî yê partiya xwe Celal Talebanî kirin, ku ev nêzîkî 19 meh in li Almanya çareserî werdigirt. + +Kargêrê polîtburoya YNK, Hakim Qadir Hemecan, derbarê serdanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro hemû endamên polîtburoya YNK bi mebesta bixêrhatinê serdana cenabê wî kirin û ji nêzîk ve me li tenduristiya Mam Celal pirsî."; + +Derbarê wê yekê ku çi navbera wan de hatiye gotin û gotûbêj kirin, Hemecan wiha ragihand: ";Ez nikarim wê yekê behis bikim û çi axeftinekê jî li ser wê pirsê nakim."; + +Roja şemiyê (19.07.2014) bi balafireke taybet Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji Almanya vegeriya Silêmaniyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Piştî çend rojan ji bidawîhatina civînên sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, Sekretariyeta Giştî daxuyaniyek belav kir û tê de helwesta xwe ji peywendiyên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê û herwiha Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ve hatibû pejirandin zelal kir. +Di daxuyaniya ku roja yekşemê hatibû belavkirin de, Encûmena Niştimanî hevtaya xweya Gel a Rojavayê Kurdistanê bi tekrewî û destbiserkirnê tohmetbar kir û berpirsiyariyarawestandina Desteya Bilind a Kurd û pûçkirina damûdezgeh û komîteyên wê yên pispor bi tevahî xiste stûyê Encûmena navborî de. +Derbarê Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar de, Encûmena Niştimanî tekez kir ku ew vê biryarê red dike ji ber ku wê rêjeya koçberiyê li Herêmên kurdî zêde bike û di encamê de wê Herêm ji akinciyên xwe yên resen vala bibe û wê encamên xirap ên vê yekê li ser demografî û siberoja herêma Kurdî û Ewlekariya Netewî ya kurdî hebe û herwiha wê nakokî û cudahiyên di nav rêzên tevgera kurdî li Sûriyê kûrtir bike. +Di daxuyaniya xwe de, Encûmena Niştimanî daxwaz kir ku serkirdayetiya pispor bê çalakkirin da ku bingeh û mîkanîzmên yekkirina yekîneyên hevbeş, rêkxistina grûp û hêzên çekdar û vekirina rê li pêş tevlîbûna ciwanên kurd nav rêzên van yekîneyên hevbeş li stûyê xwe bigre. +Nerazîbûn û têbînî derbarê Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar tenê ji aliyê Encûmena Niştimanî neman, lê hinek aliyên ku di nav Rêveberiya Xweser de jî têbînên xwe li ser yasaya navborî anîn ziman. +Sekreterê Partiya Çep a Demokrat û serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cezîrê, Salih Geddo, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê gotibû: Derxistina biryarên mezin weke yasaya xizmeta serbazî ya neçar, bi hemî aliyan ve girêdayî ye, û nabe ji aliyekî tenê derkeve, niha pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, û heger hemî hêzên kurdî yek bin û vê biryarê bi hev re derxin, wê gelê me li Rojavayê Kurdistan rêzê li vê biryarê bigre. +Çavkaniyên herêmî û herwiha çavdêr û şopînerên rewşa rojavayê Kurdistanê tekez dikin ku piştî derçûna vê Yasaya leşkerkirina Neçar pêla koçberiya ciwanên kurd ji herêmên Rojavayê kurdistanê bi taybetî berve Tirkiyê bi awayekî berçav zêde bûye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Piştî du rojan ji vegera Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bo Kurdistanê, dîmenên vîdyoyî yên wî hatin belavkirin. + +Televîzyona Kurdsatê ya YNKê îro vîdyoyek ji Talebanî belav kir ku tê de Talebanî bi endamên Polîtburoya YNKê re rûniştiye. + +Di vîdyoyê de diktorê taybet ê Talebanî Dr. Necmedîn Kerîm û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm nayên dîtin. + +Duh jî hinek wêneyên Talebanî ji aliyê medyaya YNKê ve hatibûn belavkirin. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî roja 19ê Tîrmeha îsal û piştî salek û 7 mehan ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê. Talebanî ji ber nexweşiyê li Almanyayê bû. + + +Wan (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) a Bakûrê Kurdistanê biryar daye neçe ser sindoqên hilbijartinên serokomariya Tirkiyê. +Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Ebdulmenaf Kiran li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, li gorî HAK-PARê namzedên serokomariyê yên Tirkiyê ti tiştekî bawerpêkirî li ser çareseriya pirsa kurd nabêjin lewma ew naçin ser sindoqan. +Ebdulmenaf Kiran da zanîn, wan ewil dixwestin piştgiriyê bidin namzediya Serokwezîr Erdogan lê paşê ji vê yekê zivirîn û got, duh di civîna Meclisa partiyê de biryar hat dayîn hilbijartin bên boykotkirin. +Kiran wiha pêde çû: ";Di warê çareseriya pirsa kurd de hêviyeke me ji Erdogan hebû lê em niha dibînin ku ew jî êdî ji xeta xwe dûr ketiye û berê xwe daye şopên din. Em êdî hêviyekê ji namzedan nabînin ji bona çareserkirina pirsa kurd lewma em deng nadin."; +Hilbijartinên serokomariyê dê roja 10ê Tebaxa îsal were lidarxistin. +Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, AKPê Serokwezîr Erdogan, CHP û MHPê jî Ekmeledîn Îhsanoglu û HDPê jî Selahedîn Demîrtaş wek namzedên xwe destnîşan kirine. +Li gorî rapirsî û lêkolînên ku heta niha hatine kirin, di dora yekem de Erdogan dê were hilbijartin. + +Colemêrg (Rûdaw) – Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demoratîk (DTK) dê ji ber aloziya vê dawiyê, serdana bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê bikin. + +DBPê di daxuyaniyekê de ragihand, hevserokê DBPê Kamûran Yûksek û hevserokên DTKê Ehmed Turk û Aysel Tugluk, parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk Fadil Bedirxanoglu û gellek rayedarên din dê sibê saet 14:00 serdana bajarê Colemêrgê bikin. + +Tê pêşbînîkirin ku şanda DBP û DTKê her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî yên ku ev çend roj in li dijî hev şer dikin, li hev bînin. + +Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser şerê eşîran li Colemêrgê ragihand, dewlet li şûna ku li pêşiya bûyeran bigire lê dinêre û Walîtiya Colemêrgê jî ji bona ku kêmasiyên xwe di mezinbûna wê bûyerê veşêre, derketina derve ji xelkê re qedexe kiriye. + +HDPê daxwaza kir ku rewşa awarte ya ku li bajêr hatiye ragihandin, bê rakirin. + +Serokê Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha alozî didome û got, eşîrên ku bi hev re şer kirine ti navbeyinkariyekî qebûl nakin. + +Derbarê çawaniya derketina şerê her du eşîran de jî Akbûlût got, li gorî ku ez dizanim du xortan li qehwexanê ji xwe re dilîstin, li ser lîstokê şerê wan çêbûye û ev jî bûye sedema şerê her du eşîran. Çend eşîr li dijî eşîrekê bûne yek û dibêjin, bila ew eşîre bajêr biterikîne."; + +Serokê ÎHDa Colemêrgê anî ziman ku di bûyeran de xortek hat kuştin û 2 jî giran birîndar bûne. + +Şerê eşîrên Ertoşî û Pinyanişî ji roja 18ê Tîrmeha îsal didome û ji ber wê jî şeva borî li bajêr rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve ji xelkê re hat qedexekirin. + +Li gorî agahiyên fermî, di bûyerên van her sê rojan de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 6 kes birîndar bûne ku rewşa 2 jê giran e, 60 cihên kar zirar dîtine, 6 kes têkildarî bûyeran hatine desteserkirin, çend çek û fîşekên wan hatine girtin. + +Tê gotin, derheqê bûyeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. + +Merîwan (Rûdaw) – Ev sê roj û sê şev in agir bi daristanên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin. +Encumena Jîngehê ya Çiya ya Merîwanê ragihand, ev sê roj in agir bi daristanên devera Derweranê ya Merîwanê ketiye û heta niha jî didome. +Li gorî malpera mehrnews a îranî, berpirsê encumenê Nacî Kanî Sananî da zanîn, beşek mezin ji daristanên deverê teslîmî agir bûye û heta niha hemû hewlên ku ji bo vemirandina agir hatine kirin bêencam mane. +Nacî Kanî Sananî anî ziman ku derdora 50 endamên encumena Çiya û karmendên rêveberiya çavkaniyên sirûştî ya Merîwanê û xelkê gundên deverê mijûlî vemirandina agir in. +Li gorî agahiyên berpirsê encumena Çiya, heta niha derdora 400 donim daristan ji ber şewatê zirar dîtiye ku beşek ji wan darên ku şewitîne darên pîr in û temenê wan di navbera 500-600 salî ye. +Berpirsê rêveberiya çavkaniyên sirûştî ya Merîwanê jî ragihand, duh agir hatibû kontrolkirin lê îro dîsa ji ber germbûna hewayê agir gurr bû. +Du roj berê jî agir bi beşek ji daristanên devera Kamiyaranê ya nêzîkî bajarê Sine ketibû û beşek mezin ji daristan û çêrîngeha wê deverê şewitibû. + + + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 5 kes bi hêceta ku ";rojî negirtine"; bi qamçiyan hatin cezakirin. +Li Îranê di meha Remezanê de yên ku li derve û li ber çavên xelkê rojiyê bixwen tên cezakirin. +Li bajarê Kirmaşanê jî duh 5 kes bi hêceta ku rojî negirtine ji aliyê hêzên polîs ve hatin cezakirin. +Li gorî agahiyan, ew kesên han bi lêdana qamçiyan û li ber çavên xelkê hatin cezakirin. +Beriya niha li Îranê kesên ku rojî nedigirtin diviya li hember her rojiya ku xwarine 3 qebran bikolin lê li gorî qanûna nû, yên ku rojiyê negirin bi lêdana 80 qamçiyan tên cezakirin. + +شیرهتکارێ سیاسی یێ سهرۆکێ ههڤپهیمانا ئۆپۆزسیۆنا سووری فایز سارا دەربارێ جڤینا هەڤپەیمانێ ژ ڕووداوێ ڕه ڕاگهاند کو، ئیرۆ دهستهیا گشتی ئا ههڤپهیمانا سووری ڕوونشتیه ژ بۆ ڕهوشا حکوومهتا دهمکی گۆتووبێژ بکه، و وهزیرێن حکوومهتێ وێ ڕاپۆرێن خوه پێشکێش بکن، پشتره ڕاپۆرێن وان و کارێن کو ل سهر زهمینێ هاتیه ئهنجام دان وێ بێن نرخاندن. +سارا ژ ڕووداو ڕه گۆتی: جڤین بهرهڤ ژکارخستنا حکوومهتا دهمکی ڤه دچه، و دبە کو حکوومهتهکه نوو بێ دامهزراندن، و ئهڤ یهک وێ ب ڕهنگهکی دیمۆکراتی و هلبژارتنان بێ ئهنجام دان. +دهربارێ ڕهوشا ئۆپۆزسیۆنێ و بێدهنگیا جڤاکا ناڤنهتهوی بهرامبهر شۆرهشا سووری سارا تهکهز کر کو، ئهڤ گوههرتنێن نها د سهرۆکاتیا ههڤپهیمانێ و حکوومهتا دهمکی ده چێدبن، وێ ئهتمۆسفێرهکێ نوو چێبکه دا کو گوڤاشێ بخه سهر جڤاکا ناڤنهتهوی ژ بۆ زێدهتر ئالیکاریا شۆرهشا گهڵێ سووریا بکه. +ههروها سارا تهکهز کر کو، جڤاکا ناڤنهتهوی دهستێ خوه ژ ڕهژیمێ شوشتیه و ههمی پهیوهندیێن خوه د گهل وێ ده قوت کریه و جارهک دن پهیوهندیان ل گهل ناکه. +ژ ئالیێ خوه ڤه، ئهندامێ ئۆفیسا بجیکار د ههڤپهیمانێ ده ئهحمهد ڕهمهدان زهلال کر کو، بریاره ئیرۆ بریارێن داوی ل سهر سهڕاستکرنا سیستهما بنگههین ئا ههڤپهیمانێ بێن ستهندن. +ڕهمهدان ئهشکهره کر کو، ئهوێ پرۆژهیهکی پێشکێش بکه ژبۆ زێدهکرنا سهڕاستکرنان د سیستهما بنگههین ئا ههڤپهیمانێ ده، و فرەهکرنا دهستههلاتا جیگرێن سهرۆکێ ههڤپهیمانێ و ئهندامێن دهستهیا سیاسی، و پێکانینا کۆمیتهیان ژ ناڤ ئهندامێن دهستهیا گشتی ژ بۆ ستهندنا بریاران و شۆپاندنا دۆسهیان بکه. +ههڤپهیمانێ ئۆپۆزسیۆنا سووری د داخویانیهکێ ده ڕاگهاند کو، جڤینێ بهحسا دانینا پلانهکه کار ژ بۆ قوناخا داهاتی کر، و دابهشکرنا ئهرکان ل سهر ئهندامان ژ بۆ بجیکرنا وان پلانان و گرێدانا وان ب پلانهکه ڕاگهاندنی خورت ڤە. ههروها جڤینێ کورتهیا ههڤدیتنێن وهلاتێن ههڤالێن گهلێ سووریا گۆتووبێژ کر. +هەروسا جڤین وێ مەسەلا دەستهەلاتێن حکومەتا دەمکی و دەستهەلاتێن هەڤپەیمانێ گۆتوبێژ بکە، و ب تایبەت مژارا دەستنیشانکرنا وەزیران و کشاندنا باوەریێ ژ وان، ژ بەر کو ل گۆری سیستەما بنگەهین، حکومەتا دەمکی وەک دەزگەهەکێ ژ دەزگەهێن هەڤپەیمانا ئۆپۆزسیۆنا سووری تێ هەژمارتن، لەورا دەستهەلاتا هەڤپەیمانێ ل سەر حکومەتێ هەیە و کارە حکومەتێ دامەزرینە یان هلوەشینە. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Encumena Serokatiya PDKê Elî Ewnî diyar kir ku çûyîna kurd bo Bexdayê û pêkanîna hikûmeta Iraqê bi doza serxwebûna Başûrê Kurdistanê re nakok e. Ewnî got, lê PDKê ti carî mijara serxwebûnê nake mijara nîqaşê. +Endamê Encumena Serokatiya PDKê Elî Ewnî ji Rûdawê re got, beriya niha her kesî tiştek digot û gotinên mezin dikirin, wê demê PDK nedigihîşt toza wan jî lê niha êdî pêvajo hatiye guhertin û dem dema piratîkê ye lewma xwe paşve kişandine û dibêjin PDK rewşê li gorî xwe bikar tîne. +Elî Ewnî bi tundî ew hêz û aliyên ku PDKê bi muzayedekirina rewşa niha tohmetbar dikin, kir û got, ma niha dema hilbijartinan e ku PDK bixwaze bi bikaranîna vê rewşê dengên xwe zêde bike? lê berovajî, niha kurd ji hemû demên din bihêztir e û ti carî firsendek ewqas baş neketiye destê kurd çimkî dujminên me bi xwe re mijûl in. +Wî rayedarê PDKê anî ziman ku ti wextî PDK li ser mafên gelê Kurdistanê muzayede nake û serxwebûna Kurdistanê ji PDKê re pîvan e. +Li ser yekdengî û yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê li ser serxwebûnê jî Elî Ewnî got, mijara serxwebûnê û mafên gelê kurd tiştekî wisa nîne ku hinek bixwazin xwe jê dûr bikin û kes nikare bêje ez nerazî me. Niha pêwîstî bi yekdengiyê heye û divê gelê Kurdistanê vê yekê bixwaze û aliyên siyasî jî jê re amadekarî bikin. +Li gorî Elî Ewnî, çûyûna kurd bo Bexdayê û daxwaza serxwebûnê du tiştên nakok in ji ber ku qonaxa serxwebûna Herêma Kurdistanê dê bajo û di baştirîn senaryo de jî eger hikûmeta Iraqê were avakirin dê sîstema konfederalîzmê bibe para kurd. + +Dîlok (Rûdaw) – Li bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê, pîrejineke 103 salî pereyê kefenê xwe pêşkêşî namzedê AKPê yê serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir. + +Li gorî nûçeya CNN Turkê, li bajarê Dîlokê kesên ku dixwazin alîkariya namzedê serokomariya Tirkiyê Erdogan bikin, li ber banka Şehîd Kamîl a bajêr kom bûn. +Erken saatte bankaya gelen 103 yaşındaki Elif Şencan da, ";bu benim kefen param"; diyerek 500 lirasını bağış hesabına yatırdı. +Pîrejina bi navê Elîf Şencan a 103 salî ji bona ku alîkariya Erdogan bike, 500 lîre (derdora 250 dolar) avêt ser hesabê Erdogan. +Elîf Şencan got, ev pere heqê kefenê min e lê ezê pêşkêşî Erdogan bikim. + +Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê 10ê Tebaxa îsal tê lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê serdana Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bike. +Li gorî medyaya YNKê, Barzanî di sibê (22ê Tîrmehê) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê serdana Talebanî bike. +Li gorî heman jêderî, organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa jî sibê serdana Talebanî dike. +Îro jî endamên Polîtburoya YNKê serdana Talebanî kirin û bi wî re rûniştin. +Talebanî pêr ji Almanya vegeriyabû Kurdistanê. + + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê, rewşa awarte ya ku şeva borî ji ber şerê du eşîran hatibû ragihandin, hat betalkirin. +Şeva borî li bajarê Colemêrgê di navbera eşîrên Ertoşî û Pinyanişî şer û pevçûn derketibû û di bûyeran de herî kêm kesek miribû û 6 kes jî birîndar bibûn. +Ji ber vê yekê rewşa bajêr aloz bibû lewma Walîtiya Colemêrgê rewşa awarte ragihandibû û derketina derve ji xelkê re qedexe kiribû. +Li gorî agahiyan, rewşa awarte îşev saet 11:00 bidawî hat û qedexeya derketina derve jî hat rakirin. +Tê zanîn, şandeke qelebalix a DBP û KCD dê sibê serdana bajêr bikin û rewşê ji nêzîkî ve bişopînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Celewla ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi temamî hat kontrol kirin û çekdarên DAÎŞ jê hatin derkirin. + +Piştî zêdetir ji yek mehê ku çend taxên bajarokê Celewla di bin kontrola çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de bûn, Hêzên Pêşmerge karîn wan taxan ji bin destê çekdaran derxe û wî bajarokî bi temamî kontrol bike. + +Şeva borî, li her du taxên Wihde û Tecnîd şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û heta 7 demjimêran ew şer berdewam bû. + +Bi sedema wî şerî, nêzîk 6 Pêşmerge birîndar bû û pêşmergeyekî din jî şehîd ket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Gitşî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon îro digihe Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê îro, pêncşemê, Ban Ki-moon bigihe Hewlêrê û serdana koçberên mesîhî li Herêma Kurdistanê bike. + +Bi sedema girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAÎŞê di destpêka meha borî de, bi 10an hezar hemwelatiyên mesîhî ji bajarê Mûsilê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûne. + +Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Ban Kî-Moon dê serdana Bexdayê jî bike û bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Parlamentoyê û hinek rayedarên din iraqî re rûnê. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, di hevdîtina Kî-Moon û rayedarên Bexdayê de dê li ser pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa mesîhiyên Mûsilê werin gotûbêjkirin. + +Herî dawî Sekreterê Giştî yê NY roja 13ê Çileya îsal serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û namzedê kursiyê serokomariya Iraqê Necmedîn Kerîm biryara xwe ya dawî li ser namzediya xwe dide. + +Necmedîn Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, îro, 24 Tîrmehê, demjimêr 11ê berî nîvro dê kongreyekî rojnamevanî lidar bixe û tê de biryara xwe ya dawî li sre pirsa xwenamzed kirin bide. + +Duh, çarşemê, danê êvarî fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Mehsûm wek namzedê Kurdan bo kursiyê serokatiya Iraqê diyarkirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm namzediya xwe bo kursiya serokomariya Iraqê vekişand. + +Di kongreyekî rojnamevanî yê hevbeş de li gel namzedê Kurdan bo kursiya serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm de, Necmedîn Kerîm ragihand ku ew ji namzediyê vekişiya. + +Ji aliyê xwe Fûad Mehsûm sipasiya Necmedîn Kerîm li ser biryara vekişandinê kir û got: ";Necmedîn Kerîm vedigere Kerkûkê û wek parêzgarê wê parêzgehê berdewam dibe."; + +Hevdem Necmedî Kerîm piştgiriya xwe bo Fûad Mehsûm ragihand. + +Herwiha parêzgarê Kerkûkê daxwaz ji fraksiyonên Kurdistanî kir ku bila di rêya serokomariyê de piştgiriya Fûad Meshûm bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê du otombîlên bombekirî teqiyan. + +Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku du otomobîlên bombekirî her yek ji xwaringeha el-Hemra li navenda bazara bajarê Hesekê û Baregeha Partiya Bais li bajêr kirine armanc. +Li gor zaniyariyên Nûçegihanê Rûdawê, îro pêncşemê, derdora sat 12ê nîvro otomobîleke bombekirî xwaringeha el-Hemra li navenda bajêr kiriye armanc. +Her li gor zaniyaiyên nûçegihanê Rûdawê, otomobîleke din a bombekirî baregeha Partiya Bais a desthilatdar li bajêr, di heman demê de kiriye armanc. +Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku her du cihên teqînê bi tundî hatine dorpêçkirin û heta niha ti amar derbarê qurbaniyan de tune ne. +Nûçegihanê Rûdawê herwiha diyar kir ku ji tirsa ku otomobîlin din ên bombekirî hebin, tevgera çûnûhatinê li bajêr hatiye qedexekirin. +Dîlok (Rûdaw)– Li bajarê Dîlokê (Antep) yê Bakûrê Kurdistanê, du wesayît li hev qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. +Li gorî Ajansa Anadoluyê, duhî şev li Dîlokê otomobîla ku ji bo sersaxiyê ji Rihayê (Urfa) diçû navçeya Arabanê ya Dîlokê û kamyonek li hev qelibîn; di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. +Di qezayê de şofêrê otomobîlê, jina wî Fatma û zarokên wî Duygu û Zilha Çiplak li cihê qezayê mirin. Suleyman û jina wî Zilha Çiplak û neviyê wan Hasan Çiplak jî birîndar bûn. +Birîndar rakirin nexweşxaneyê û şofêrê kamyonê jî hat girtin. + +Ormiye (Rûdaw) – Tê gotin, eger Gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê zuha bibe dê nêzîkî 6 milyon gundî neçar bibin ji gundên xwe bar bikin. + +Ava Gola Ormiyê roj bi roj kêmtir dibe û ne tenê jiyana bi sedan cure giyanewer di metirsiyê de lê jiyana bi milyonan mirov jî li ber rehma Xwedê maye. + +Parêzgarê Ormiyê Qurbanelî Seadet ragihand, eger ava gola Ormiyê zuha bibe pirraniya gundên derdora golê ku bi giştî 6 milyon kes in dê ji gundên xwe bar bikin. + +Qurbanelî Seadet da zanîn ku hikûmet mijûlî danîna pilaneke mukim ji bona rizgarkirina golê ye û got, helbet di vir de erka herî giran dikeve ser milê karmendên parastina jîngehê. + +Heta niha gellek rayedarên Îranê soza rizgarkirina Gola Ormiyê dane. Herî dawî Serokomar Hesen Rûhanî di xebatên xwe yên hilbijartinê de soz da, dema bibe serokomar yekemîn karê ku bide pêşiya dê Gola Ormiyê be lê heta niha deng ji Rûhanî derneketiye. + +Li gorî lêkolînên herî dawî, rêjeya xoya gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du caran ji rêjeya normal a xoya golê zêdetir bûye û di her lîtrek ava golê de nîv kîlo xoy heye. + +Hewlêr (Rûdaw)-Çekdarên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya li ser riya sereke ya bajarê Hesekê û Qamişlo kontrol kirin. +Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya derdor 10 kîlometroyan li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê kontrol kirin. +Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, di encama kontrolkirina gundê Sifeya de, her du riyên Hesekê bi bajarê Qamişlo û Amûdê re hatine qutkirin. +Bajarê Hesekê ku navenda parêzgehê ye di jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, lê li hin taxên ku akinciyên wan kurd in, rêbendên hêzên yekîneyên Parastina Gel YPGê û Asayişê jî hene. +Ji destpêka vê hefteyê ve, Çekdarên DAÎŞê êrîşên xwe li dijî çend deverên Herêma Cezîrê li başûrê Qamişlo û Tirbespiyê û li derdora SerêKaniyê jî berfireh kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)-Îro, roja pêncşemê, derdora saet 8ê sibehê, teqînek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat. +Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro derdora saet 8ê sibehê bombeke çandî li kolana sereke ya Taxa Tey li başûrê bajarê Qamişlo teqiya. +Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, teqînê otomobîleke dezgeha ewlekariya serbazî ya hikûmeta Sûriyê kiriye armanc. +Her li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê di encama teqînê de kesek birîndar bûye lê ti kes nehatiye kuştin. +Di 06/12/2013an de, navenda çekdarên artêşa Niştimanî, bi serkêşiyas Mihemed el-Faris ser bi rejîma Sûriyê ve, li heman taxê bibû armanca teqînekê û di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê gundê Çiluxlî li rojavayê Kobanî kontrol kirin. +Rewangihê diyar kir ku piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPGê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ de, şervanên YPGê gundê navborî ji jêr destê DAIŞê derxistin. +Derbarê zer û ziyanên giyanî yên şer û pevçûnan de, Rewangiha Mafên Mirovan ti amar ne dan. +Ev nêzîka mehegê ye ku gundên rojavayê Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ tên. +Di encama van êrîşên DAIŞê de, çend gundên kurd ên li rojavayê Herêma Kobanî ketibûn jêr kontrola Rêxistina tundrew de. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevdîtina digel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon de ragihand, çi ji destê wan dê alîkariya Iraqiyan bikin lê ";êdî em nikarin li benda paşerojeke tarî bin";. + +Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon îro serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûnişt. + +Barznî û Ban Kî-Moon piştî civînê derketin pêşberî rojnamevanan. + +Barzanî di civîna rojnamevaniyê de ragihand ku ev cara duyemîn e ku Kî-Moon îsal serdana Herêma Kurdistanê dike û got, helbet ev serdan derfetên baş in ji bona gotûbêjkirina rewşa deverê û guhertinên ku çêbûne. + +Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civîna digel Sekreterê Giştî yê NY de gotiye, çi ji destê me were emê ji birayên Iraqî re bikin lê emê li ser destnîşankirina qedera xwe rijd bin ji ber ku êdî kurd nikarin li benda paşerojeke tarî bin. + +Ban Kî-Moon jî diyar kir, civîna wî bi Barzanî re civînek baş bûye û dilgiraniya xwe li hember rewşa Iraqê nîşan da û got, rêxistina DAIŞê qanûnên navdewletî binpê kiriye lê Pêşmerge bi awayekî wêrek hemû kêmîne parastine. + +Li ser hilbijartina serokomarê Iraqê jî Kî-Moon got, ez pîrozbahiyê li Dr. Fuad Mehsûm dikim ku bû serokomarê Iraqê û NY piştgiriya serokomariya Iraqê dike. + +Sekreterê Giştî yê NY li ser rewşa penaberan jî got, Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê gellek zehmet ji penaberan re kişandine. + +Ban Kî-Moon di çarçoveya gerra xwe ya Rojhilata Navîn de, îro çû Bexdayê û bi Serokwezîr Nûrî Malikî re civiya, paşê bi mezinê şîeyan Elî Sîstan re rûnişt. + +Kî-Moon ji Bexdayê jî serdana Hewlêrê kir. + + +Enqere (Rûdaw)–Siyesatmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Yaşar Kaya ragihand ku ewê di hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de piştgiriya Selahedîn Demîrtaş bike. + + +Yaşar Kaya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ";Di hilbijartinên serokomariya borî de min nivîsandîbû 'Divê kurd namzedê xwe yê serokomariyê diyar bikin. Çimkî wê demê dê bê diyarkirin ka çiqas dengên kurdan heye’ ji bo vê namzediya Selahedîn Demîrtaş baş e."; + +Kaya anî ziman, divê mirov dengê xwe bide Demîrtaş û diyar kir ew bi xwe jî dê dengê xwe bide Demîrtaş paşê jî wiha got: + +";Demîrtaş dengekî nû ye û firsendeke girîng e. Hemû caran firsendên wisa nayên pêşiya mirov, gereg ev derfet bê nirxandin. Siyasetmedarekî kurd bi nasnameya xwe bibe namzedê serokomeriyê hem ji aliyê kurdan ve hem jî ji aliyê Tirkiyê ve gellekî girîng e."; + +Yaşar Kaya daxuyand ku ew bi çavê misoger dibîne ku Recep Tayyip Erdogan dê bibe serokomarê Tirkiyê û got, ";Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome divê Erdogan biser bikeve. Jixwe bêhevrik e. Hema hema diyar e ewê aştiyê pêk bîne."; + +Mîroglu: Piştî cejnê ezê dengê xwe kifş bikim + +Nivîskar Orhan Mîroglu jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ewê paşê diyar bike dengê xwe bide kîjan namzedî. Mîroglu li ser mijara piştgiriya damezrênerê AK Partiyê Dengîr Mîr Mehmet Firat ya li Dermirtaş re jî wiha got: + +";Ti pirsgirêk di daxuyaniyên Dengîr Mîr Firat de nîne. Ji beriya çend rojan Namik Sakik jî bi cesaretek mezin daxuyandibû ewê ji ber ku Erdogan xwîna dihat rijandin, sekinandiye dê dengê xwe bide Erdogan. Li gorî min dengê cuda ji kurdan derbikeve baş e. Siyaseta ku li ser nijad bê kirin qet tiştekî rast nîne. Piştgiriya Namik Sakik ya li hember Erdogan çiqasî normal be ewqas jî dengdana Dengîr Mîr Mehmet Firat ya Dermîrtaş jî normal e."; + +Celewla (Rûdaw) – Li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, ji şeva borî ve li bajarokê Celewlayê bi taybet li taxên Wehde û Tecnîdê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên pêşmerge de derketiye. + +Li gorî agahiyan, heta niha 8 pêşmerge di wî şerî de şehêd bûne û 19 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Her wiha hat zanîn, ew tax û deverên Celewlayê yên ketibûn destê pêşmergeyan dîsa ketin destê DAIŞê. + +Ti agahiyek li ser kuştiyên DAIŞê nehatiye ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe ji bo qanûna bi navê ";Pakêta Çareseriyê"; ya ku vê dawiyê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatibû derxistin, nîşan da û ragihand, ew piştevaniya gavên wêrek ên Erdogan dikin. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, piştgiriya xwe li hember qanûna bi nave ";Nehîştina Terorê û Bihêzkirina Tevlêbûna Civakî"; ku wek ";Pakêta Çareseriyê"; jî tê binavkirin, ragihand. + +Serokwezîr Barzanî anî ziman ku hewl û xebatên Tirkiyê ji bona dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li wî welatî mirov dilxweş dike û got, em hêvîdar in ev gavên han bibin havêna pêşveçûneke zêdetir ji hemû gelên Tirkiyê re. + +Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya qanûna nû ya hikûmet û parlamentoya Tirkiyê kir û ragihand, ev qanûn ku bi pêşniyar û piştevaniya AKP û bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hatiye derxistin gaveke pir girîng ji bo dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd e ji ber ku vê qanûnê gotûbêj û hewlên çareseriyê xist nav çarçoveyeke siyasî-qanûnî. + +Di dawiyê de Barzanî diyar kir ku ew piştevaniya hewlên wêrek ên Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ên ji bo çareseriya aştiyane û got, em hêvîdar in ev qanûn bibe derfetek baş ji bo pêkhatina aştiya civakî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokweîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Fûad Meshûm kir, bi boneya hilbijartina wî bo kursiyê sreokomariya Iraqê û daxwaz jê kir ku hemû hewlên xwe bike bo rêgirtin li binpêkirina destûr û yasayên Iraqê. + +Di peyamekê de ku duh, 24.07.2014 danê êvarî, li ser malpera fermî ya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Fûad Mehsûm kir bo hilbijartina wî wek heştemîn serokomarê Iraqê û hêviya serkeftinê di kar de jê re xwest. + +Nêçîrvan Barzanî amaje bi ezmûna dirêj a Fûad Mehsûm di warê siyaset, rêvebirin û hikumraniyê de li Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvî jê xwest ku: ";Bi awayekî temam bikarin destûra Iraqê biparêzin û hemû wan binpêkirinan rast bikin ku beramberî destûrê hatine kirin."; + +Hewiha Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ji encama binpêkirina destûra Iraqê: ";Lihevkirina siyasî û proseya siyasî di navbera alî û pêkhatên Iraqê têk de û bi wê yekê aloziyek temam li Iraqê pêk hat û jiyana sedan hezar malbat li Iraqê têk çû û rê li pêş grûpên radîkal xweş kir da cihê xwe li Iraqê bigrin."; + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî ji serokomarê nû yê Iraqê kir ku bikare ";Mafê hemû gelên Iraqê biparêze û ew jî biparastina destûra Iraqê pêk tê, herwiha demlidest wan hemû binpêkirinan nehêle ku hember gelê Kurdistanê hatine encamdan, bi taybetî ew binpêkirinên ku îsal derheq gelê Kurdistanê hatine kirin."; + +Duh, 24ê Tîrmehê, dengdan li ser hilbijartina serokomarê Iraqê da ku di encam de û di gera duyem ji dengdanê de, namzedê Kurdan Fûad Mehsûn bi piraniya 211 dengan bû heştemîn serokomarê Iraq û duyemîn kesayetiya Kurd di vî kursiyî de, piştî Celal Talebanî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, yasaya lêborîna giştî ji aliyê encûmena yasadananê ve hat pesendkirin, lê nediyare bê ew lêborîn girtiyên siyasî jî li nav xwe digire yan ne. + +Encûmena Yasadananê ya Kantona Cizîrê li ser rûpela xwe Facebookê nivîsandiye ku civîna duh, 24ê tîrmehê, ya encûmenê de, yasaya lêborîna giştî ya ku ji aliyê hevserokên kantonê hatibû pêşniyarkirin, pesend kir. + +Li gor wê yasayê, her girtiyekî ku tevlî karên terorên nebûbe, jin nekuştibe, bazirganî bi madeyên hişbir nekiribe, şûnwar û û pereyên dewletê nedizîbe, dê serbest were berdan. + +Lê hîn nediyare bê ew kesên ji ber sedemên siyasî li Cizîrê hatine girtin, dê li gor wê yasayê bên berdan yan na. + +Hinek partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dibêjin, çend endam û serkirdeyên wan ev çend mehin li cem asayişê girtî ne û heta niha nehatine azadkirin. + + +Hewler (Rudaw)-Li bajarê Amedê, bi sedan xwepêşandar, bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê derdikevin meydanê. + +Xwepêşandan dê îro li pêş mizgefta Ulu Camiyê destpêbike û li vir daxuyaniyek werê xwendin. + +Muhittin Batmanlı, ku yek ji rêxerên xwepêşandanê ye ji Tora Medyayi ya Rûdawê re got: "Xwepêşandan bi ala Kurdistanê tê encamdan û çavlirê ye ku hejmareke zede ji şêniyên bajarê Amedê û Bakurê Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bibin." + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayı ya Rûdawê daxuyaniya ku di xwepêşandanê de bê xwendin, dê bal bikişîne ser du xalan. Xala yekem piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye. Xala duyem ji li ser şermezarkirina kiriyarên rêxitsina DAÎŞê ye. + +Herwiha Batmanlı da zanin ku: "Hejmarek zêde ji rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi hevbeşî ev xwepêşandan li dar xistine. Tenê Partiya Herêmên Demokratik (BDP) ne beşdar e." + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê desteya bergiriyê ya kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku kesên tevlî xizmeta leşkerî ya neçar bibin wê xizmeta wan li navçeyên wan be. + +Ebdulkerîm Sarûxan di hevdîtinekê de ligel şaredariya bajarê Qamişlo got, ew kesên ku dê tevlî leşkeriya neçar bibin, wê 6 mehan xizmeta leşkerî li navçeya xwe bike. + +Serokê desteya bergiriyê ya ku di destpêka vê salê de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hat ragihandin, bal kişand ku ewê kampên perwerdeya leşkerî ji bo xizmeta leşkeriyê ava bikin. + +Sarûxan herwiha got, armanca sereke ji yasaya leşkeriya neçar ewe ku ew kesên tevlî xizmetê dibin bikaribin bergiriyê li xwe bikin. + +Li gor yasaya leşkeriya neçar li Cizîrê, ji her malbatekê wê kurekî xwe yê ku temenê wî di navbera 18 heta 30 salan de be, 6 mehan leşkeriya neçar bike. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çend partî û rêxisitnan pêk tê, ev yasay red kiribû. +Colemêrg (Rûdaw)-Li Colemêrgê nêzikî hefteyekî berê çend ciwanên ji eşîrên Ertoşî û Pinyanişiyan şer kiribûn û ev şer di navberaeşîran de bûbû sedema dijberî û pevçûnê. +Şandeya PDK'ê jî bo lihevanîna herdû eşîran ku çend rojin di nav bera wan de pevçûn hene hin hevdîtinan pêkanîn. Eşîran diyar kirin ku ew ê pevçûnên di nav xwe de çareser bikin û aşitiya xwe pêk bînin. + +Şandeya PDK'ê ku ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo lihevanîna eşîrên Ertoşî û Pinyanişiyan liColemergê pêk hatibû, ketin di nav hevdîtin û hewldanan. + +Şandeya PDK'ê serdanaSerokeşîra Pinyanişiyan Orhan Macit Begê Çelê kirin, ji bo lihevanîna eşîran daxwazaaşitiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji eşîran re ragihandibû. Eşîr diyar kirin ku banga aşitiyê ya SerokêHerêma Kurdistanê ji bo wan cihê serbilindiyê ye û ew jî jixwe naxwazin şerê birakûjiyê bikin û dê lihevwerin. + +Di vê barê de Serokeşîra Pinyanişiyan, Macid Begê Çelê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ''Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo me emir e. Em daxwaza aşitiyê yê Cenabê Serok wekî emir dbînin.Hewldanên hevalên BDP'ê jî ji bo me qedirgiran e. Em birayê hevin. Divê em dijîtiya hev nekin.'' +Di hevdîtinan de Şandeya PDK'ê jî biryara eşîran kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin biryara aşitiyê eşîran helwestekekurdewarî û mirovperweri ye. +ji aliyê xwe, Endamê Meclîsa PDK'ê Serbest Lezgîn ragihand ku: ''Ev biryara we ya aşitiyê ku hûn rêz ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re digirin û naxwazin şer çêbe ûxwîn birije bi rastî jî gelek girîng û watedar e. Em ji vê biryara we gelek kêfxweş in.'' + +Eşîra Ertoşiyan jî naxwazin di nav xelkê Colemêrgê û kurdan de dijberî derkeve û pevçûn çêbe. + +Eşîr dan zanîn ku ew ne aligîrê şerin divê ev bûyera dilsar ji holê rabê û xelkê Colemêrgê yêkrêziya xwe nîşan bide. +Endamê Eşîra Ertoşiyan û Parlementerê AKP'ê li Colemergê yê Berê, Abdulmuttalîp Ozbek ragihand ku: ''Divê herkes ji bo aşitiyê bixebite. Ji ber ku em hemû kurd û misilman in. Divê ti kes dijminahiya hev neke. Em ê jîtevbigerin ku ev pirsgirêk bi zûtirîn çareser bibe.'' + +Li gorî hin kesên ji xelkê Colemergê ev pevçûnên henê provokasyona dewletê ye. Lê li gorî hin kesan jî bûyereke ji rêzê bûlê mezin bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serdana serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê, Nûrî Malikî bo Sekreterê Gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li Debaşan li Silêmaniyê hat paşxistin. + +Duh, 25ê tîrmehê, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin. + +Lê endama serkirdatiya YNK û endama malbata mam Celal, Ala Talebanî ji Rûdawê re aşkere kir ku: ";Em hatin agehdarkirin ku serdana îro ya Malikî bo mam Celal hat paşxistin."; + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji dema ku mam Celal vegeriyaye rojane gelek xelk serdana wî dikin, vê yekê wiha kir ku pizîşkên wî daxwaza bênvedaneke kurt jê re bikin, lê Ala Talebanî ev yek ji Rûdawê re piştrast nekir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) her 4 Pêşmergeyên dîl girtî, şehîd kirin. + +Zaniyarî hene ku ew Pêşmerge berî niha ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn dîlgirtin, lê heta niha ev yek nehatiye piştrast kirin, ku ew her 4 Pêşmergeyên şehîd ketin ew in ên ku hatine dîl girtin yan na. + +Rûdawê zaniyariyên zêdetir belav dike.. + +Hewlêr (Rûdaw)- 5 Pêşmergeyên ser bi fermandeya Spîlk ketin kemîneke çekdarên DAÎŞê de û li gor zaniyariyên destpêkê her 5 Pêşmerge hatin şehîd kirin, lê çavkaniyekê ji fermandeya Spîlk şehîdbûna yek Pêşmerge piştrast kir. + +Îro, 25ê Tîrmehê, 5 Pêşmergeyên hêza fermandeya Spîlk bi mebesta guhertina cihên xwe, bi otombîla xwe ya taybet ber bi bajarokê Rebîe ve bi rêketin û bi şaşî ketin nav kemîneke DAÎŞ de. + +Rûdaw ji çavkaniyekê di nava lîwaya 8 a fermandeya Spîlk zaniye ku ew her 5 Pêşmerge ketine kemîneke çekdarên DAÎŞ û hatin şehîd kirin. + +Lê milazim Mihemed Emîn Mihemed ji fermandeya Spîlk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: ";Em dizanin ku yek ji wan Pêşmergeyan şehîd bûye, lê heta niha em nizanin her 4 Pêşmergeyên din hatin şehîd kirin yan jî li cem DAÎŞ girtîne."; + + +د هەیاما دوو مەهێن دەربازبوویدە چەکدارێن دەولەتا ئیسلامی یا بەرنیاس ب دائش دەست بسەر چوار زەڤیێن پەترولێ یێن بچووک گرتن، نەجمە و گەیارە دکەڤن نێزی موسڵ و ئەجیل و هێمرین نێزی تکریتێ، کو نێزی ٨٠ بیرێن پەترولێ لخوە دگرە، ب گوتنا بەرپرسەکێ کورد ژی، داهاتا وان زەڤێن پەترولێ نها ب چاڤکانیا گرنگ یا دارایی تێ هەژمارتن ژ بۆ دائشێ. +لگور رایەدارێن ئیراقی، دائش پەترولا زەڤیا گیارە ژ بۆ پارزینگەهێن سووریێ دشینە و ل ور دکە بەنزین و گازوایل و ژ بۆ فرۆتنێ ڤەدگەڕینە پارێزگەها موسڵ کو هەژمارا رۆنشتڤانێن وێ دگەهە دوو ملیۆن کەسان. +قەبارەیەکا مازن ژ پەترولا زەڤیا نەجمە ژی ژ بازرگانێن تورکەڕە فرۆتنە ب بهایا کێمتر ژ ٢٥ دۆلاران ژ بۆ هەر بەرمیلەک. +هیشام بریفکانی سەرۆکێ دەستەیا ئەنەرژیێ ل جڤاتا پارێزگەها موسڵ ب ئاژانسان ڕە راگهاند، لگور ڕاپۆرێن بەر دەست مە پشت ڕاستکریە کو دائش پەترولا موسڵ ژ بۆ سووریێ دشینە و ب بازرگانی کرنا وێ یا نە یاسایی دەما ڤەدگەڕینا و ل موسڵ دفرۆشە دائش ب دەهان ملیۆن دۆلاران قازانج دکە +د نهاژی دە ل بەنزینخانەیێن موسڵ ئەو سووتەمەنیا دفرۆشن یا ژباڵ بازرگانێن نزیک ژ دائشێ ژ وان ڕە تێ دەستەبەرکرن، بهایا یەک لیتر بەنزین دناڤبەرا یەک دۆلار هەیا دۆلار و نیڤان دفرۆشە، ئەو بها ژی هەڤبەر دگەل دەما بەریا کۆنترۆلکرنا موسڵ ژ باڵ دائشێ ڤە بلندبوونەکا بەرچاڤ بخوە تۆمارکریە. +زەڤیا نەجمە و گەیار یا پەترولێ کو دکەڤن نێزی موسڵێ، هەیا ساڵا دەربازبووی ژ باڵ کۆمپانیا سۆنان گۆل یا حکومەتا ئەنگۆلایێ دهات سەرپەرشتی کرن، لێ ژ بەر نەبوونا ئەولەهی و ترسا گرووپێن چەکدار خوە ژ وان زەڤیان ڤەکێشا. +یەدەکا زەڤیا گەیارە یا پەترولێ ل موسڵ ٨٠٠ ملیۆن بەرمیل دکن، بەریا هێرشێن دائشێ رۆژانە ٧٠٠ بەرمیلێن پەترولێن بەرهەم ئانینە، نها ژبەر کو دائشێ سۆز ب کارمەندێن وێ دایە کو گیانێ وان دپارێزە ئەو بەردەوامن ل سەر کارێن خوە، لێ کارمەندێن پارزینگەها گەیارە، کو رۆژانە ١٦ هەزار بەرمیلان بەرهەم تینە، جهێن خوە هێلانە و پاریزنگەهـ ژ کار دکەڤە. +ژ بلی زەڤیێن پەترولێ یێن موسڵ دائشێ دەست بسەر دوو زەڤیێن ترکریتێ ژی گرتنە، ئەجیل یەکە ژ وان کو بەریا نها د رۆژەکێ دە ٢٥ هەزار بەرمیلێن پەترولێ بەرهەم ئانینە، و هەروسا رۆژانە ١٥٠ ملیۆن پێ سێ جا ژ گاز ژ بۆ وێستگەها کارەبا کەرکووکێ دشاند. +نها ژی هەمان رێژەیا گازێ ژ بۆ وێستگەها هان ژ باڵ دائشێ تێ شاندن ژ بەرکو کارەبا زۆر باژاڕ و باژاڕکێن بن دەستهەڵاتا چەکدارێن ئیسلامی دەستەبەر دکە. +زەڤیەکا دن یا نزیک تکریتێ و نها دائش کۆنترۆل دکە هەمرینە، کو رۆژانە ٥ هەیا ٦ هەزار بەرمیلێن پەترولێ بەرهەم تینە، و بەریا نها ژ بۆ باشوورێ کوردستان و ئێرانێ دهات شاندن، لێ ئەو ڕێ ژ رۆژا ١٢ ڤێ مەهێ هاتیە گرتن. +لگور چاڤکانیێن چاپەمەنیێ، چاڤکانیەکا دن یا داهات ژ بۆ دەولەت ئیسلامی باج وەرگرتنە ژ بار هەلگرتنا، کو ئاڵاڤ و پێوسیتیان دبن ناڤ موسڵ ناڤچەیا بن دەستهەلاتا وان، خوەدیێ بارهەلگرا مازن دڤێ ٤٠٠ دۆلاران وەک باج بدە و بارهەلگرێن بچووک ژی دڤێ ٥٠ هەیا ١٠٠ دۆلاران بدن. + + +rojiya herî zehmet ku li ser rojavayê kurdistnê tê rojiya îsal ji dirêjbona rojê ku nêzî 17 sata didomîne lê ew hesanbaya ku rewş ne rwşa anha baya ji germa havînî û birîna avê û kehrebê û nebona aveke cemidî yê rojîgirser bifitre û bihabona nerxê kel û pelên xwarnê +stby 1-- yosif ahmed nivskar +navê rojiyê bi navê remedan kerîm tê neskirên ku xelk di heyva remedanê de kerî û firotn zêde ti dikên dibe û bi taybet kerîna şêranî +stby 2-- hesen alî xwedanê dikanê şêranî +hec emîn ojê ku yek ji kesên ti car rojiya xwe bernedaye gilî û gazinan li ser karê hemwelatiyên ku rojî nedigirtên û di bêje ti hirmet ji mere nedgirtên +stby 3-- hac emîn ucê hemwelatî +gelek ji hemwelatiyan rojî nedigirtên ji ber ku ew mijolbon bi peyda kirna peywîstiyên û zarokê xwe di vê rewşa aborî ya xerab û germ û nebona kehrebê û dirêjaya rojê + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev wêneyên ku roja 23yê tîrmehê hatine kişanind, dîmenenên gundê Deryasor li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ne. ew gund dikeve parêzgeha Hewlêrê de û ser bi bajarokê Sîdekan û bajarokê Soran ve ye. + +Piştî danîna nîşana sînorên navdewletî di navbera Iraq û Tirkiyê de, nîvê wî gundî kete Bakur (Tirkiyê) û nîvê din ket Başûrê Kurdistanê (Iraq). + +Ew gund binkeyeke sereke ya serkirdtaiya demkî a Partiya Demokrata Kurdistanê bû piştî destpêkirina şoreşa sala 1976an, heta hilweşana wê di sala 1978an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve. Heta niha nehatiya avakirin, ti riya otombîlan jî tê de nîne, ji bilî rêyeke xirab û dijwar ku otombîlên bilind bi zehmetiyeke zêde dikarin bigihin gundên Bestêna û Şaneşa yên hevsînorî. + +Xelkê Bakur û Başûr rojane di wî sînorî re derbasî cem hev dibin, bazirganiyeke nîv veşartî û berdewam jî li wê navçeyê heye, ku hinek car xelk bi otombîlên bilind li ser rûbara, ku bi rûbara Gerdiyan tê binavkirin, derbas dibin. + +Hemû tiştek hevbeşe ";di navbera du dewlet de";. Yek malbat bû du beş, heta goristanên wan jî hevbeş in. + +Şêniyên wê navçeyê ser bi eîşreta Gerdî ve ne, ku hevsînorin ligel her sê eşîretên Mizurî, Şêrwanî û Biradostî. + +Meha borî, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê rêkeftinek îmze kirin bo vekirina deriyekî sînorî ku ji aliyê Başûr (Iraq) dikeve gundê Zêt û ji aliyê Bakur (Tirkiyê) jî dikeve gundê Rizê. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Fûad Mehsûm kir. + +Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir ku, duh, 24 tîrmehê, di peywendiyeke telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li Dr. Fûad Mehsûm kir bi boneya hilbijartina wî wek serokomarê Iraqê û hêviya serkeftinê di erk û kar de bo wî xwest. + +Duh, 24ê Tîrmehê, dengdan li ser hilbijartina serokomarê Iraqê da ku di encam de û di gera duyem ji dengdanê de, namzedê Kurdan Fûad Mehsûn bi piraniya 211 dengan bû heştemîn serokomarê Iraq û duyemîn kesayetiya Kurd di vî kursiyî de, piştî Celal Talebanî. + +Wan (Rûdaw)-Rojnamevanê kurd Gunay Aslanku ji ber nivîsandina pirtûka bi navê ";33 Gulle/Dîroka ku şîn girtiye"; sala 1993an hatibû girtin û sala 1995an çûbû Ewropa, îro vegeriya zêda xwe, Wanê. +Gunay ku beriya çend rojan ji Ewropa vegeriyabû bajarê Stenbolê, îro jî bi balafirê hat Wanê. +Malbata Aslan û Hevşaredara Wanê Hatîce Çobanli balafirgehêpêşwazî li Gunay Aslan kirin. +Aslan û malbata xwe bi hev şa bûn. Li wir hevşaredara Wanê Hatîce Çoban got, Gunay Aslan piştî 21 salan vegeriya memleketê xwe. Em jê re dibêji tu bi xer hatî."; +Aslan spasiya Hatice Çoban û yên ku hatibûnpêşwaziya wî, kir û li ser pirsên rojnamevanan wiha got: +";Dema ez ji Wanê çûm li waroşên Wanê, li navçeyên wê û li bajarên herêmê de çadirên mirovên ku ji ber zulma sîstemê reviyabûn hebûn. Lê niha em gellekî bişans in ku hêdî hêdî şopa şer jê dibin."; + +Amed (Rûdaw)- Namzedê her du partiyên CHP û MHPê yê serokomeriya Tirkiyê Ekmeleddin Îhsanoglu ragihand ku dewletê li hember kurdan hin xeletî kiriye û got, ";Lê dema mirov l i çareseriye digere divê tekez ew çareserî aqilane be."; +Ekmeleddin Îhsanogludi çarçoveya geRra xwe ya ji bo hilbijartinên serokariyê de îro çû bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê. +Îhsanoglu pêşiyê ji xelkê Amedê re axivî û paşê jî hevdîtinek li gel saziyên sivîl û civakî çêkir. + +Li gorî ajansên nûçeyan, Îhsanoglu li ser bûyerên Rojhilata Navîn û pêvajoya çareseriyê axivî û got ku li Rojhilata Navîn perçebûnê dest pêkiriye û ev yek dê bidome jî û got, ";Belavbûnên hûrtir dê çebin. Em dibêjin Iraq dê bibe sê perçe wê demê dewletek wek Sûriyê dê bibe çend perçe?"; +Ekmeleddin Ihsanoglu wisa pê de çû: ";Yekitiya li Mezopotamyayê yekitiyeke dîrokê bû. Dema bê perçekirin şahdamarê wê jî tê birrîn. Heta demekê dê keyfxweş û bêjin em serbixwe bûn lê belê rewş dê ber bi nebaşiyê ve here. Ji bo wê perçekirin ji ti kesî re nebaş e. Me bi hev re jiyan kir lê belê xeletiyên me jî çêbûn. Em dibêjin emê wan xeletiyan sererast bikin. Ji ber wê jî dema mirov li çareseriyê digere divê ew çareserî aqilane be."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Di şer û pevçûnên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de, hate gotin ku 6 şervanên YPGê şehîd bûne. + +Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li Hesekê, şervanên YPGê û hêzên rejîmê li kêleka hev şerê çekdarên DAÎŞê dikin. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand şervanên wan rê li ber DAÎŞê girtin û nehiştin dest danin ser bajarê Hesekê. + +Çavkaniya Rûdawê got ku di şerê Hesekê de 6 şervanên YPGê şehîd bûne û ji wan, Artêş Ehmed, Raman Ehmed, Welîd Kilo, Dewrîm û Çekdar hatine naskirin. + +Lê YPGê jî di daxuyaniya xwe de got ku 3 şervanên wan şehîd bûne û wê îro cenazeyên wan li Qamişlo bi xakê bên spartin. + + + Amed (Rûdaw)- Piştî ku Kerkûk ket destê kurdan, pêvajoya serxwebûna Kurdistanê jî ket rojeva hemû perçeyên Kurdistanê û cîhanê. + +Demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya referandrûma serxwebûnê gelek xebat û çalakî pêk dihatin. Ji van çalakiyan ya herî dawî jî li Amedê ji aliyê hin partî û saziyên sivîl ve pêk hat. + +Di civîna çapemeniyê de partî û saziyên sivîl diyar kirin ku Kurd ji her demê zêdetir nêzikê serxwebûnê ne û divê ev yek werê bikaranîn. Rewşenbîr û lêkolîner jî di civîna çapemeniyê de cih girtin û anîn ziman ku ew li Başûrê Kurdistanê ji bo avakirina dewleteke Kurdî dê her tim piştgiriyê bidi. + +Lêkolînerê Kurd, Saîd Veroj di vê barê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Em ji bo piştgirya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî li vir civîyan e. Em dixwazin li vê derê dengê serxwebûnê bilind bikin. Ji bo vê yekê jî em ê heta dawiyê bixebitin."; + +Di civîna çapemeniyê de partiyên Kurdistanî anîn ziman ku Kurd jî wekî hemû miletan xwedî mafê çarenûsiyê ne. Ji ber vê yekê jî divê ku dewletekî kurdan jî hebe. + +Ji aliyê xwe endamê PDK, Mele Arif Sûmerkan da zanîn ku: ";Di dinyayê de sedan dewlet hene. Lê mixabin dewleta kurdan tine. Dewletbûyîn heqê me ye jî. Divê ku em kurd hemû bihevre ji bo dewletbûyînê xebat bikin û dewleta xwe ava bikin."; + +Partiyên Kurdistanî û rewşenbîrên Kurd li ser xebatên xwe yên paşerojê de jî axifîn û dan zanîn ku ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê çalakiyan pêk bînin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê encûmena parêzgeha Bexdayê, Riyad Ezaz ji aliyê çend çekdaran ve hat revandin. + +Çevkaniyên medyayî belav kirin ku, demjimêr 24:00 ji şeva borî, hêzeke çekdar, ku cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn, avêtin ser mala serokê encûmena parêzgeha Bexdayê, Riyad Ezaz li navenda Bexdayê û ew û zêrevanên wî revandin. + +Berî du salan jî, Riyad Ezaz ji li ser biryara dadgehê bi tohmet terorê hatibû girtin, lê ji ber nebûna belgeyan serbest hat berdan. + +Riyad Ezaz ser bi Partiya Deiwe ya Îslamî ve ye, roja 15ê hezîrana sala 2013an wek serokê encûmena parêzgeha Bexdayê hat diyarkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Fûad Mehsûm kir û hilbijartina wî bi şansekî mezin bo civakên Iraqê da zanîn. + +Di daxuyaniyekê de, KCK pîrozbahî li Fûad Mehsûm kir bi boneya hilbijartina wî wek 8emîn serokomarê Iraqê û di daxuyaniyê de hatiye gotin: ";Hilbijartina Fûad Mehsûm ji bo hemû civakên Iraqê şansekîmezin e û di demeke ku li Îraqê pirsgirêkên mezin têde tên jiyan kirin, birêz Celal Talebanî di rêbaza xwe de serokomarê nû hilbijartiye û ev jî gelekî girîng e."; + +Hevserokatiya KCKêanî ziman ku, ew bawerin, FûadMehsûm jî dê di pêşketina azadî û demokrasiya Îraqê de roleke girîng bilîze û ewê di rêgirtin li pevçûnên mezhebî û aloziya navbera Şîe û Sunniyan de li Îraqê bibe xwedî hewldanake zelal û girîng."; + +Roja 24ê tîrmehê, Parlementoya Iraqê, namzedê Kurdan, Fûad Mehsûm wek serokomarê nû yê Iraqê hilbijartibû. +Silêmanî (Rûdaw)-Serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê Nûrî Malikî, serdana Celal Telebanî dike. + +Nûrî Malikî bi mebesta serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Telebanî îro, çû bajarê Silêmaniyê. + +Biryar bû ev serdana Malikî duhî pêk hatiba, lê endama serkirdatiya YNKê, Ala Talebanî ji Rûdawê re got: ";Em hatin agahdarkirin ku serdana îro ya Malikî hat paşxistin."; + +Herwiha pêr, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin. + +Telebanî, nêzîkî 19 mehan li Almanya hatibû dermankirin. Mam Celal berî hefteyekê vegeriyabû Herêma Kurdistanê. + +Silêmanî (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re hevdîtin pêk anî. Dîmen û wêneyên hevdîtina Malikî û Talebanî hatin belavkirin. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îro gihîşt bajarê Silêmaniyê û serdana Talebanî kir. + +Herî dawî Malikî şeva 17ê Kanûna 2012an û beriya ku Talebanî nexweş bikeve, li Bexdayê Talebanî dîtibû. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, roja 19ê Tîrmeha îsal û piştî salek û 7 mehan ji Almanya vegeriyabû Kurdistanê. Talebanî li Almanyayê dihat dermankirin. + + +Merîwan (Rûdaw) – Pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce ji bo lêkolîna li ser rizgarkirina Gola Zirêbarê ya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê çûn bajar û serdana golê kirin. + +Gola Zirêbarê ku 3 kîlometran dûrî bajarê Merîwanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ev demek e ji ber ku pîsava gundên derdora golê û herrî û axa ku ji ber barîna barnê û rabûna lehiyê dirijin nav wê çavkaniyên wê rastî metirsiya miçiqandinê hatine. + +Her wiha bendava ku li ser çemê Qizilcesû yê Merîwanê hatiye çêkirin jî bûye sedema wê ku zibil û pîsava zevî û rezên derdorê yekser birije nav golê. Kêmbûna baranê û tinebûna ti çavkaniyeke derekî ya golê jî metirsiya li ser golê zêdetir dikin. + +Çavkaniyên Gola Zirêbar di nav wê de ne û nêzîkî 600-700 kanî ne. Ava ti çem û kaniyekî ji derve nakeve nav golê. + +Li gorî malpera ÎSNA ya îranî, di çarçoveya rizgarkirina Gola Zirêbarê de îro du pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce gihîştin bajarê Merîwanê û bi qaymeqam û rayedarên din ên bajêre hevdîtin kirin. + +Li gorî agahiyan di wê hevdîtinê de, qaymeqamê Merîwanî Mihemed Fellahî anî ziman ku bajarê Merîwanê bi nifûsa xwe ya 150 hezar kesî navendeke girîng a tûrîzmê ye û got, di vî warî de Gola Zirêbarê yek ji cihên herî balkêş ji bona kişandina tûrîstan e lê mixabin niha hinek pirsgirêk bi pêsîra wê re girtine. + +Yek ji wan pisporên almanî jî got, ew pilana ku şîrketa wan ji bona rizgarkirina Gola Zirêbarê pêşkêş bike dê têra 30-40 salan bike lê ji bo ku ev pilan bi awayekî zanistî were danîn divê hemû rayedar û berpirsên bajêr alîkariya me bikin û agahiyan bidin me. + +Wî pisporê almanî diyar kir ku Merîwan deverek wisa ye ku heta niha ";dest lê neketiye"; û got, cara yekê ye em li Îranê dest bi pirojeyekê dikin lê em hêvîdar in bikaribin bi alîkariya berpirs û rayedaran vê pirojeyê bi serkeftî bicîh bînin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî li dijî teqandin û jinavbirina cihên pîroz û mizgeftên bajarê Mûsilê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve nerazîbûn nîşan da û ragihand, divê ";terorîst hesabê vê yekê bidin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di peyamekê de li dijî teqandin û jinavbirina mizgeft û ziyaretgehên pîroz ên bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve nerazîbûn nîşan da. + +Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku piştî ku bajarê Mûsilê û beşek mezin ji parêzgehên Mûsil û Selahedînê ketin destê DAIŞê niha jî wê rêxistinê dest bi teqandina ziyaretgeh û cihên pîroz ên Mûsilê kiriye û wiha got: ";Ev karên çekdarên terorîst li dijî hemû pîvan û nirxên asimanî û mirovî ye û êrişî mîratên ayînî û demografiya bajêr dikin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî teqandina ziyaretgehên pêxember û mirovên navdar û cihên pîroz şermezar kir û ragihand, ew karên terorîstan li dijî ayîn û olên asimanî, çand, dîrok û tiştên pîroz ên xelkê ne. + +Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha gotiye: ";Ez hêvîdar im misilmanên rast vê bêhurmetiya mezin qebûl nekin û divê terorîst hesabê vê yekê bidin."; + +Çekdarên DAIŞê di nav çend rojên borî de ziyaretgehên Yûnis Pêxember, Cercîs Pêxember û mizgefta Şît Pêxember li Mûsilê teqandibûn. + +Sine (Rûdaw) – Hat zanîn, di nav sê mehan de xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 750 teyr û ajelên kuvî azad kirine û ev yek jî ji bo parastina jîngehê kirine. + +Beriya niha li gundekî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê nêçîrvanan tifingên xwe şikandin û qefes û davên xwe şewitandin û kew û teyrên ku girtibûn jî berdan û sond xwarin careke din nêçîrvaniyê nekin. + +Wan gundiyan gotin ku vê yekê ji bo parastina jîngehê dikin û çavên wan li tiştekî jî nîne. + +Piştî demeke kurt ev çalakiya hêja li gellek gund û bajarên parêzgeha Sine û hinek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav bû û wek tevgerek xwezê ya şikandina qefesan hat binavkirin. + +Li ser vê yekê, rêveberê parastina jîngehê û ajelên kuvî yê parêzgeha Sine endazyar Heyder Weysî ji malpera ÎSNAyê re got, gelê parêzgehê êdî bi awayekî din lê jîngeh û ajelên kuvî dinêrin ji ber ku di nav xwe de dest bi şikandina qefesan kirin û dest ji nêçîrvaniyê berdan. + +Heyder Weysî da zanîn, bi destpêkirina vê tevgera jîngehparêziyê re di nav sê mehan de derdora 750 Kew, Şahîn, Teyrê Çîrr, Kund, Lek Lek, Sivorî û gellek balinde û ajelên kuvî ji aliyê xelkê ve hatine berdan. + +Helgirêt bo cejin +Vt-26072014-penberen rojava dicine kobane-duhok +Kmîraman-hejar xorşîd + +Întro +Bi sedem şerê li Herêma Kobanê hin gund valabûne ji xelkên xwe lê berovajî vê yekê hin ciwanên kampa domîz yên devera Kobanê dizîvirin Rojav yê Kurdistanê da çekên xwe hilgirin û berevniyê di ber Kobanê de bikin + +Kesayet + +Ridwan Îzet Penber¤WA0 4832 4792 +Rêber Hebûn Rewşenbîr¤WA2 4832 4816 +Ehmed Penber¤WA4 4792 4824 +Ev ciwan ne ji rojava yê kurdistanê tê başûrê wê lê ew wê bizîvre rojava yê kurdistanê lewme dibêje ko şer li herêma kobanê ya ew jê ye dijware û divê ko vegerin û diyar dike ko hejmareke ji ciwanên kobanê vegeriyane malên xwe û hin ji wan niha di şer de ne +---- + +Penaberên ji herêma kobanê cuda nakin kîja aliyê siyasî di şer de ye , lewme çekdarên daiş êrîşî kurda bi giştî dikin li gorî wan + +---- +Ev nêzîka mehegê ye ku gundên rojavayê Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ tên. + +Di encama van êrîşên DAIŞê de, çend gundên kurd ên li rojavayê Herêma Kobanî ketibûn jêr kontrola Rêxistina tundrew de. + +-------- + +Nerîna penaberan ewe ko divê layanên siyasî dawiyê li nakokiyên xwe yên siyasî bînin dema dijmenek êrîşî kurdan bike + +د پێشوازیكرنا ئهڤێ جهژنێ دا رهنگه خهلكێ شنگال ب تنێ ههست ب ئیمناهیهتێ دكن كه پێشمهرگه سنوورێ دهڤهرا وان دۆران دۆر كۆنترۆلكریه سهرهرایی نیزیكبوونا چهكداران ژ سنوورێ وان كه نه رهحهتیا واهلاتیان ژی تێدایه لێ خهلك ههست ب جودایهكا مهزن دكه دناڤبهرا پێشوازیكرنا ڤێ جهژنێ ویێن دهربازبوویین +وهلید موراد : وهلاتی " جوداهیهكا مهزن ههیه د جهژنا ئهڤ سال دا ژبهر ههر تشتهك ل بازارێ نینه ودۆران دۆرێن مه چهكدارن وخهلكهك ئاوارهبوویه و حالێ مهژی كێمی یێ ئاوارهبوییان نینه " . +د جهژنا دا كچك ومهزن خوه نوو دپووشن لێ جهژنا رهمهزانا ئیسال كه پێشوازی ژێره دهێته كرن ئاستهنگ وپێتڤیێن زۆر ههینه ببنه رێگر بهرامبهر پهیدابوونا گرنژینا ل سهر لێڤێن خهلكێ شنگال كه بیرئانینێن جهژنێن چوویین ههمان خوهشینه بێی كو زێدهبوونهك لێ پهیداببێ +كهمال خهلهف : وهلاتی "جهژنێن چووی ئهم گهلهك مورتاحبوون لێ نوهه كههرهب نینه وسوتهمهنی وئاڤ ژی نینن وبارودۆخ ژی ئارام نینه خهلك دتورسی لێ جهژنێن دی ئهف تشت نهبوون " +فهرمانبهران ئهڤه دوو ههیڤان مووچهیێن خوه ژ حكومهتا ناڤهند وهرنهگرتینه كه چاڤهرێی چارهسهركرنا قهیرانێن سیاسی یێن عیراقێ نه ب جهژنا مهزن ل ناڤ دبن +فازل خهلهف وهلاتی " مووچه نینه وژیان ب زهحمهته وتا ئهڤ قهیران ل عیراقێ چارهسهر نهبن مه چ جهژن نینن " +پشتی رۆژیبوونا وان كه خواستێن چارهسهریا بارودۆخێ عیراقێ دناڤ دوعایێن وان دا ب دهستبلندكرنێ بهر ب خوهدیێ خوه رۆژانه بوون ئیدی جهژن ژی ههمان خواستن كه ئارامی وپهیدابوونا ژێدهرێن ژیانا رۆژانه ب خوهڤه دگرێ + + +Hewlêr (Rûdaw) – Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza bifermînasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê ";daxwaziyeke neqanûnî"; lewma ew nikarin vê yekê qebûl bikin. +Beriya niha komek parlamenterên Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kiribûn, kantonên Rojavayê Kurdistanê bi fermî bên qebûlkirin. +Serokê Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got ku ew daxwaziya parlamenteran li dijî qanûnê ye ji ber ku Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de nayê pejirandina heta ku bikaribe dewletekê yan rêveberiyekê qebûl bike. +Vala Ferîd diyar kir ku pesendkirina dewletê karê wan dewletan e ku hebûna wan di asta navdewletî de tê pejirandin. +Li gorî seroka Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê tenê dikare ji karûbarên navxwe re qanûnan derbixe ji ber wê jî nikare ji bo karên derve qanûnan derbixe yan jî dewleteke biyanî bi fermî qebûl bike. +Derbarê vê îdiayê de ku dibêjin parlamenterên PDKê îmzeyên xwe li ser wê daxwazê vekişandine jî Vala Ferîd got, me wek parlamenterên PDKê ew daxwazî îmze nekiriye tenê 4-5 hevalên me îmze kirine, wan jî dema îmze kirine nezanîne di warê hiqûqî de pirsgirêka wê heye. +Wê parlamentera Kurdistanê da zanîn, ew daxwazî bi fermî ji aliyê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ve radestî Lêjneya Hiqûqê hat kirin û hat xwestin ku lêjne raya xwe li ser eşkere bike û wiha got: ";Me jî ji wan re got ku ev daxwazî li dijî qanûnê ye û parlamento nikare vê yekê bike."; + +... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... +مهها رهمهزانێ لنك موسڵمانان ب ههیڤا پهرستن و زكری دهێـته بناڤكرن، لهو موسڵمان بشهڤ ورۆژ ههر یهك بشێوازهكی و بڕێورهسمهكێ جودا پهرستنێ دكهت. بهلێ ئاكرێ بتایبهتی ل ناڤ گهلیێ ئاكرێ بشێوازهكێ جودا پهرستنێ دكهت. +ئهو سۆفیێن قادرینه. ئهو كومڤهدبن كو دبێژنێ حهلهقه. +شێخ وریا شێخێ تهریقهتا قادری ل ئاكرێ دبێژیت: "لڤێره ههمی مرید و صوفیێ، مه ژههمی دهڤهران دهێن زكر و گاعهتی دكهن قورئان خوێندن و گوتنا سروودا و زكرێ لا اله الا الله، تهسبیحات و صهلهوات ئهم گرنگیێ بڤان زكرا ددهین". +ل نك رێبازا قادری ههمی رێوڕهسم ب دهنگن، لێ فتارا وان دهنگێ بانگی نهبیت هیچ دهنگهك ژ كهسێ ناهێت. +...."ئها بڤی رهنگی ل تهكیا ئاكرێ ههمی ئێڤارێن رهمهزان خهلك صوفی و دهروێش ل ئاكرێ و دهوروبهرێن وێ قهستا ڤێ تهكیایێ دهكهن".... +لڤێ تهكیایێ كو ژبهر 800 ساڵان تا كو بهری چهند ساڵهكان ژی جوره خارنهك تایبهت دهاته چێكرن و پێشكێشكرن بۆ صوفی و مرید و مێهڤانێن تهكیایێ كو دگوتێ لیسه، تهكیا دناڤ موسڵماناندا بتایبهت دناڤ كورداندا وێستگهها رێڤینگ و رێبوارێن رێیێن درێژ و ههژاران بوو كو لێ بێهنڤهدهن و خۆها وهستیانێ لێ بڕێژن و زكێ برسی تێر بكهن. +مهلا: "ڤێره جهێ فهقیر و ههژار و بهلهنگازایه جهێ رێڤینگایه ههركهسێ بهێته ڤێره چ مانعی نینه دهروێش بیت یان نهو دشێت بهێته ڤێره و خارن ژی دانا خۆدێ یه و ههر كهس دشێت چێكهت بهلێ خزمهت شهرته، بهری نوكه خارنهك لڤێره دهاته چێكرن و دگوتێ ههلیسه بهس بهری چهند ساڵهكا ژبهر هندهك كارێن نهشهرعی لڤێره ئهو خارن هاته راگرتن و ئێدی برادهران گوتی ههما دێ كهینه مهولید نوكه ههمی رۆژێن ئینی ئهم مهولیدێ ددانین". +نوكه پشتی ئاڤهدانیا بهرفرههـ هنده مێهڤان و رێڤینگ لێ ناڕاوهستن بهلێ هێشتا ئهو رۆگهها مرید و دهروێشێنرێبازا قادری یه و جهێ چاڤپێكهفتنا دیكهفتیێن ڤێ رێبازێ یه . +دهروێشهك دبێژیت: "ئهڤه شێخێن مهنه ئهم ژبهر دینداری و باشی یا وان ئهم یێ ژ نێزیك كهلهكچی هاتین تنێ ژبه رهندێ بێینه ڤێره ئهڤه جههكێ پیرۆزه ههم تهكیایه و ههم مزگهفته صوفی و مرید ژ ههمی جها دهێن و لڤێره كوم دبن موحبهته و خوشهویستی دناڤ مهدا زێده دبیت". +ددوماهی رێ و رهسماندا دهروێشان دهست ب رێ و رهسمێن ههره گهرم یێن حهلهقێ كر و دهنگێ دهفێ و سروودا دگهل بێ دهنگیا شهڤێ بۆ ههڤڕكی. + + +کرستیانێن کوردستان و عیراقێ یێن ئەلمانیا داخوازا لەشکەرەکی بۆ پاراستن هەڤباوەرێن خوە دکن +ئینترۆ: +ئاوارەبوونا کرستیانێن دەشتا مووسل و دەڤەرێن تلکێفێ بۆ کوردستانێ و گەفێن کوشتنێ ل سەر ژیانا وان هەروەسا تێکدان و خرابکرنا کەنیسە و جهێن خوەداپەرستیێ یێن ئۆلا وان بوویە سەدەما نەرەحەتی و دلتەنگیا هەڤباوەرێن وان یێن ئەلمانیانشین. ئەو ژ ئالیەکی ڤە سوپاسیا حکوومەتا کوردستانێ دکەن بۆ دەستەبەرکرنا پەناگەهـ و پاراستنا وان و ژ ئالیەکێ دن ژی ڤە بانگێ ل جیهانێ دکەن ل سەر جهێ بابکالێن وان نەهێنە دەرکن. هنەک ژ کرستیانان ژی رەخنەیێ ل سیاسەتڤان و بەرپرسێن پارتێن سیاسی یێن خوە دکن کو وان کارەکێ باش بۆ پاراستنا وان ناکەن و ل گەل وێ یەکێ ژی داخوازا دامەزراندنا لەشکەرەکێ تایبەت ب خوە دکن. +تێکست١: +ئاوارەبوونا هەڤباوەرێن وان یێن ل دەردورێن مووسل و دەڤەرێن نوو ل ژێر دەستهەلاتا هێزا نوو یا لەشکەری ل عیراقێ؛ دەولەتا ئیسلامی، کرستیانێن خەلکێ کوردستانێ و عیراقێ یێن ئەلمانیانشین دلگران و خەمگین کرینە. ئەو داخوازێ ژ هەموو ئالیێن فەرمی دکەن کو وان ب پارێزن دهەمان دەمدا گازندەیان ژ حکوومەتا عیراقێ دکەن کو رێک ل گەفێن کوشتن و ژناڤبرنا وان ناگرن. +لیدوان +میخائیل نیسان زەیە¤WA0 4888 ــ هاونشتیمانی کرستیان ¤WA1 4808 +تێکست٢: +هنەک کرستیان رەوشا نوو یا پشتی سالا ٢٠٠٣ی دەستپێکا دژایەتیکرنا ل هەڤباوەرێن خوە ددان و تەنێ کوردستان پشت و پەنایا خوە دزانن. +لێدوان +عنتەر خوشابا ¤WA2 4848 ــ هاونشتیمانی کرستیان¤WA3 4808 +تێکست٣: +رایەدار و سیاسەتڤانێن کرستیانان کو نکارن کارەکێ جدی بۆ پاراستنا هەڤباوەرێن خوە بکەن، گلیەکا دننە. +لێدوان „دەنگێ ساوندبایتێ نەهاتیە خواندن، تکایە ژبیرنەکن" +سالم حکیم¤WA4 4816 ــ هاونشتیمانی کرستیان ¤WA5 4808 +(بەرپرسەکانمان هیچ شتێکی ئەوتوویان نەکردووە و ناشکەن. ئێمە داواکارین و دوخوازین هەر شتێک بۆ کرستیانەکان بکرێت بۆ ئەوەی بتوانن خویان بپارێزن. لەشکەرێک دامەزرێنن و بە لایەنی کەم کوردستان دەتوانێت یارمەتیان بدات. لەشکەرەک بۆ کرستیانەکان دروستبکرێت، گۆندەکانیان، کەنیسە و دێرەکانیان و هەموو شتێکیان بپارێزێ). +تێکست٤: +لەشکەرەك پاراستنا کرستیانان ژ ئالیەکی ڤە و ژ ئالیێ دن ڤە هەول و بزاڤ بۆ راکێشانا رایا گشتی ل سەر رەوشا هەڤباوەرێن خوە گرانیا کارێ کرستیانێن کوردستانێ و عیراقێ یێن ل ئەلمانیا نە. +(ستاند ئاپ) +پەیامنێر: زنار شینۆ +کامیرا و مۆنتاژ: شڤان بەرواری + + +هێزێن ئاسایشا دهۆك ل دەڤەرا جمبور دەست ب سەر كوگەهەكێ دا گرتن كو 250 تەنێن برنجێ بسەرفەچوی دهاتە سەختەكرن، كو بازرگانەكی لبەر بوو ب ساختە بكەتە دناڤا هندەك كیسێن نوی دا. +تێكست +شكاندنێ دەرێ ڤێ كوگەهێ ل دەڤەرا جمبور ژلایێ ئاساییشا پارێزگەها دهۆكێ ڤە ژگومانا سەختەكرنا ب برنجێ دەم بسەرڤەچویی بویە و ڤەگوهاستن بو كیسن نوی. +روژانە هەشت كریكارا برنج ژ كیسێن دەم بسەرڤە چوی ڤەدگوهاستە كیسێن مێژویا 2014 تا 2016 و كیسین ڤالا یین برنجێ دەم بسەرڤە چوی ل تەنشتا كوگەهێ د سوتن، برنجی پشتی سەختەكرنی زێدەتر ل بازراێن دەڤەرێن شەنگامووسل دهاتە فروتن. كرێكاریێن ئامادە و زێرەڤانێ شەڤێ یێن ڤێ كوگەهێ مەندەهوشمان چونكی بۆ وان یانە چاڤەرێ كری بو كو دێ دشەڤێ دا دێ بنە نێچیرا ئاسایشی. +1.. تارق محمەد عەلی: زێرەڤانێ كوگەهێ +ل گوری زانیارێن ئاسایشێ هێشتا دوزێن سەختەكرنا برنجی یێن پارسال لسەر خوەدێ ڤێ كوگەهێ ماینە، ئەڤە بو دووەم جارە ئەڤكارە ژلایێ وی ڤە دهێتە ئەنجامدان كرێكار ژی بهەمی رەنگا خوە دەنەپاش ژ كریارێ بێ ئاگەهیا خوە ژ سەختەكرنێ دەنەپاش. +2. رامان حسێن: كرێكار +د راپورتا ئاسایشا پارێزگەها دهۆك دا هاتیە كو 250 تەن ژ كەلو پەلێن ئاهێن خوارنێ و پاقژكرنێ یێن كومپانیا سندور دەستەسەركرینە ، چونكی پرانیا كەلو پەلا ماوێ وان یێن ب سەرڤەچومی بون + + +Întro: Serokwezîrê Tirkiyê û Namzetê AK-Partiyê yê Serokomariyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya propagandayên hilbijartinên Serokomariyê de serdana Amedê dike û dê li wê derê mitîngekê li dar bixe. Akademîsyen û siyasetmedar jî li ser vê yekê diyar kirin ku ji ber pêvajoya aşitiyê ev mitîng ji yên berê taybetir û girîngtir e. +VT: Li Amedê Namzetê AK Parti'yê yê serokomariya Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, mitingekê lidardixe. Siyasetmedar û Akademîsyenên bakûrê Kurdistanê jî li ser vê yekê dîtinên xwe yên derbarê pêvajoya hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê û pêvajoya aşitiyê de anîn ziman. Li gorî Akademîsyenan pirsgirêka Kurdistanê bûye pirseke navnetewî. Lewra kî bibe Serokomar bila bibe pêvajoya aşitiyê dê dîsa jî dom bike. Lê ger Erdogan bibe Serokomar dê li ser rola xwe ya pêvajoya aşitiyê de jî bihêztir bibe. +¤WA0 4840 4840 +Soundby: Mehmet Alkiş-Akademîsyen: +''Her çiqas şansê Silhedîn Demîrtaş ji bo Serokomariya Tirkiyê hindik be jî ger ew bibe serokomar dê ev pêvajo jixwe dom bike. Ekmeledîn Îhsanoglu jî bibe serokomar dê pêvajoya aşitiyê dom bike. Lê wisa xuya dike ku dê Erdogan bibe seromarê Tirkiyê û ev pêvajo dê kûrtir bibe. Di meha borî De hikûmet kanûnekî bi navê ''Pakêta Çareseriyê'' dêrxistibû. Ev yek jî ji bo bihêztir û xurtkirina bingeha pêvajoya aşitiyê bû'' +Siyasetmedar jî anîn ziman ku pêvajoya aşitiyê di heyama hikûmeta AK-Parti'yê û Serokweziriya Erdogan de destpê kir. Lewra di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de serkeftina Erdogan dê bandoreke ¤WA2 4840 li ser pêvajoya aşitiyê bike. +Soundby: Sertaç Bucak-Serokê PDK'ê:¤WA3 4792 +''Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê û pêşvebirina pêvajoya aşitiyê erokomariya Erdogan ji serokomariya kesên wekî Ekmeledîn Îhsanoglu baştir e. Ger Hikûmet negûhere û Erdogan bibe serokomar ev yek ji bo berjewendiyên Kurdistanê û siyaseta Rojhilata Navîn pir girîng e.'' +Siyasetmedar û akademîsyen didin zanîn ku Namzetê AK-Parti'yê Recep Tayîp Erdogan di mitîngê de di derbarê pêvajoya aşitiyê de peyamên girîng bide. +Stand Up: + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê sibê Cejna Remezanê ye. +Lêjneya Dîtina Hîvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibê Cejna Remezanê û yekemîn roja bêhinvedana cejnê ye. +Beriya niha Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Merîwan Neqşbendî ji Rûdawê re gotibû, Dîwana Weqa Sunnî ya Iraqê ji bo cara yekemîn di dîroka Iraqê de ji bo diyarkirina Cejna Remezanê li benda biryara Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurditanê ye. +Jibilî Başûrê Kurdistanê û Iraqê li Tirkiye, Ordun û Behrêynê jî sibê Cejna Remezanê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Cejna Remezanê de pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdan kir û got, azadî û mayîna me berhema xwîna şehîdên serbilind ên Kurdistanê ye û em heta hetayî bi wan serbilind in. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta Ceja Remezanê ku ji sibê ve dest pêdike, peyamek belav kir û tê de cejna hemû misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û got, ez bi germî cejna malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê pîroz dikim ji ber ku azadî û mayîna me berhema xwîna wan şehîdên serbilind e û em heta hetayî pê serbilind in. +Barzanî, her wiha diyar kir ku gelê Kurdistanê zêdebarî dorpêça nerewa ya Bexdayê ya li dijî Kurdistanê li penaber û awareyên ku ji ber şer reviyane Herêma Kurdistanê, xwedî derbikevin û hewandina penaberan civaka navdewletî heyirandiye ";ji ber vê jî ez spasiya gelê Kurdistanê dikim";. +Serokê Herêma Kurdistanê di beşek din a peyama xwe de cejna hemû karmendên saziyên ewlehiyê yên Kurdistanê pîroz kiriye ku ji bona parastina ewlehiya welêt şev û roj xebat dikin û dua kiriye ku Xwedê piştevanê pêşmergeyên ku niha li nav çeperên parastina Kurdistanê de ne, be. +Barzanî di dawiya de hêviya wê xwestiye ku ev cejn bibe sedema xilasbûna şer û aloziyê li Iraqê û gelê kurd jî bigihîje arezûya xwe ya kûr û dûr. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ji ber wernegirtina meaşên meha hezîranê, îro li Hewlêrê xwepêşandanek li darxist. +Xwepêşender, di çalakiyê de ji Parlamentoya Kurdistanê heta Wezareta Perwerdê meşiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ragihandin ku, ";Mafên wan nedane wan û îdaniyên xwe jî bi deyn standine"; û wiha dewam kirin: +";Ev rewş, ji bo rayedarên hikûmetê ku ji aliyê mamosteyên ve tên pêşvebirin, şermeke mezin e. Em, hewldayîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî mamosteyan şermdêr dibînin."; +Li Başûrê Kurdistanê 120 hezar mamoste, ev 2 meh in meaşên xwe wernegirtîne. +Hikûmeta Bexdayê, para Herêma Kurdistanê ya budçeyê, ku ji %17 ye, ev 7 meh in nade. +Ev rewş jî dibe sedema nedayîna meaşan. + +Amed (Rûdaw)- Malbatên ku dibêjin ";zarokên me ji aliyê PKKê ve hatine revandin"; û nêzîkî 3 mehan e çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, bi xemgînî vê cejnê diborînin. +Malbatên li Dagkapi Meydaniya Amedê çalakiyên xwe didomînin, îdaniyên ji bo zarokên xwe yên çend meh in ji wan dûr in kirîn, li ber konê çalakiyê raxistin. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê malbatan got, ev çend meh in sozê didin me ku zarokên me vegerînin, lê ev soz bi cih ne anîne. +Herwiha Wezîrê Çandin û Ajaldariyê Mehdi Eker serdana malbatan kir. Eker, li vir daxuyaniyek da rojnamevanan û wiha axivî: +";Hêvîdarim, di vê roja cejnê de qêrîna dayikên bi hesreta zarokên xwe dişewitin, bigihe cihên pêwîst. Me hewl da ku em hinekî êşa wan kêm bikin. Hikûmet da ku pêvajoya çareseriyê serbikeve, tişta ji destê wê tê, dike. Em li bendê ne ku kesên li çiyê jî dakevin jêr û ev hesret xilas bibe."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsîmê yê Bakûrê Kurdistanê, ji bo Namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahattîn Demîrtaş bi piştgiriya HDP, DBP, ESP û EMEPê konê hilbijartinê hat vekirin. +Li Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê ji bo piştgirîkirina Namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Dêrsîmê ve bi beşdariya HDP, DBP, ESP û EMEPê bi awayekî girseyî konê hilbijartinê hat vekirin. +Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsîmê Fatma Kalsen axivî û got ku cara yekem e li Tirkiyê serokomar ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Kalsen, di vî warî de wiha pê de çû: + +"Divê em di hilbijartinên 10yê Tebaxê de pir bihêz derbikevin. Niha çawa ku em li Kurdistanê li Dêrsîmê xwe bi xwe bi rê ve dibin û me rengê xwe da rêveberiyê; dê îro û pê de jî em ê di siyaseta Tirkiyê de bibin opozîsyona bingehîn û xwe bi rê ve bibin. Yekane rêya vê yekê ew e ku hemû gel û bawerî, jin, mêr, cewan pêkve têbikoşin û bixebitin." +Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBK) a Dêrsîmê Ergîn Dogrû vekirina nivîsîngeha Namzedê Serokomariyê Selahedîn Demîrtaş wekî 'hîmê qonaxeke nû di têkoşîna dûrûdirêj de' bi nav kir. Dogrû, diyar kir ku milmilane û pevçûnên ku di navbera guherînhez û sitatukoparêzan de niha gihêştiye ast û radeyeke nû. +Dogrû, rexne li namzedê Partiya Dad û Geşedan (AKP) Recep Tayyîp Erdogan, namzedê CHP, MHP çend partiyên din ên biçûk Ekmeleddîn Îhsanoglû girt û got: + +"Di bereya hember de bûyereke komîk û tirajî rû dide. Bereyekê ku piştgiriya Îhsanoglû dike. Maşalah, hûn çi bigerin di vê bereyê de heye. 'Sosyal demokratên' qaşoyî bigire heta nijadperest û faşîstan hemû di selikekê de berhev kirine û kesê ku nizanin navê wî hilbidin tînin pêşberî gelê me." +Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûstafa Taşkale û Endamê Meclîsa ESPê Mûstafa Nacî Toper jî bi axaftinên xwe piştevaniya xwe ji bo Demîrtaş derbirîn. + + + +Serdeşt (Rûdaw) – Pasdarên Îranê li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberên rojhilatî kirin û 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin. + +Li gorî malpera KurdPa, pasdarên îranî du roj berê li devera Deriyê Gelawêjê ya navbera gundên Tiyet û Berdanê yên bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin. + +Li gorî agahiyan, kolber neçar man hesp û barên xwe bihêlin û birevin lê pasdaran hêrsa xwe di hespan de rijandin û 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin, ev jî bû sedema hêrsbûna xelkê deverê. + +Heta niha gellek caran pasdarên Îranê kolberên kurd ên ji ber belengaziyê ";qaçaxçîtiyê"; dikin, girtine û kuştine û barên wan jî şewitandine. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Kerkûkê û serdana hêzên Pêşmerge yên li wê derê kir. + +Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di yekemîn roja cejna Remezanê de çû Kerkûkê û li wir serdana hêzên Pêşmerge kir. + +Barzanî, cejna hêzên Pêşmerge pîroz kir û li devera Dobzê ya Kerkûkê bi wan re civiya. + +Barzanî li Kerkûkê li nav pêşmergeyan de + +Celewla (Rûdaw) – Parlamenterekî kurd ê Başûrê Kurdistanê li bajarokê Celewla yê Iraqê ji hewleke kuştinê rizgar bû. + +Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Lêjneya Pêşmerge û Şehîdan a Parlamentoyê, Arî Hersîn îro li bajarokê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê rastî êrişeke bombeyî hat. + +Li ser vê bûyerê, Arî Hersîn ji Rûdawê re got, min îro danê êvarê li Celewlayê serdana hêzên Pêşmerge kir lê di rê de bombek bi otomobîla min de teqiya. + +Hersîn da zanîn, ew bomb ji dûr ve û bi kontrolê hat teqandin lê ti ziyaneke canî lê çênebû. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge kir û got, pêşmerge xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî. + +Barzanî, îro li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge yên li devera Dozê kir û bi wan re civiya. + +Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di civînê de cejna Remezanê li hemû hêzên Pêşmerge pîroz kir û got, min erka xwe zanî ku di roja yekem a cejna Remezanê de serdana we bikim û li şûna hemû gelê Kurdistanê cejna we pîroz bikim û spasiya we bikim. + +Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku pêşmerge niha dîrokê ava dike ev jî şerefeke mezin e. Barzanî berê xwe da pêşmergeyan û wiha axivî: ";Hûn xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî."; + +Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebata pêşmerge wan baweriyên xelet ên ku dibêjin baweriya kurdan bi xwe tine, vala derdixe çimkî erka pêşmerge erkek pîroz e û gelê Kurdistanê jî gihîştiye qonaxeke pir baş û serkeftin jî pir nêzîk bûye. +Di vê serdanê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir û gellek berpirsên leşkerî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Barzanî re bûn. + +Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî cejna Remezanê hat pîrozkirin. + +Îro mîna pirraniya deverên Kurdistanî, li bajarê Qamişlo jî cejna Remezanê hat pîrozkirin. Nimêja cejnê li Mizgefta Selman Frasî ya bajêr hat kirin. + +Lê mîna her cejnekê, di vê cejnê de jî zarokan ji her kesî zêdetir kêf kirin…. +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Independentê ragihand ku, kurdên Bakur û Rojava li hemberî êrişên çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûne yek hêz. +Nûçegîhan a rojnameyê Isabel Hunter di nûçeya xwe de, nêrînên Ehmedê 23 salî yê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê wiha anî ziman: +";Mirov dibêje qey wan madeyên hişber bikar anîne. Bi sedan kes bihevre êriş dikin. Em wan wekî miyan dikujin lê belê roja paştir dîsa li hemberî me derdikevin."; +Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî serkeftina DAIŞê ya Iraqê wan berê xwe daye Kobaniya li sînorê Tirkiyeyê û kurd jî wî bajarî diparêzin. +Hunter dibêje, ";Dengên çek û topên li aliyen Kobaniyê diteqin, li Tirkiyeyê jî tên bihîstin."; +Herwiha Hunter radigihîne ku, ";Kurdên Bakur û Rojava li hemberî metirsiya rêxistina DAIŞê sînorê Tirkiye-Sûriyê ji xwe re weke astengiyê nedîtine û bûne yek."; +Li gorî Hunter, eger DAIŞ Kobaniyê bi dest bixe, ew ji bo wan dê bibe serfiraziyeke mezin, lewra kontrola sînorê Tirkiyeyê jî dê bikeve destê wan. +Kobanî ciranê navçeya Pirsûs a Rihayê ye û tevayiya gelê wir jî kurd in. Hêjmara bajêr berê derdora 70-80 hezarî bû. Lê belê bi encamên êrişên DAIŞê hêjmara Kobaniyê gihîştiye nêzikî 500 hezarî. +Rojnameya Independent ku navdartirîn rojnameya cîhanê ye, li Britanyayê tê weşandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Talebanî di nameya pîrozbahiya Cejna Remezanê de dibêje: ";Ji Xwedayê mezin û dilovan dixwazim ku rojiyên hemû kesî qebûl bike û hêvî dikin welatiyên Iraqî di vê demê nexweş û nearam de bi perên îmanê derbas bike û yekîtiya miletê me biparêze."; +Medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyama pîrozbahiyê ya Serokê giştî yê YNKê û serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî ya ji bo welatiyên Kurdistan û Iraqê parvekir. +Di peyamê de Talebanî bo Kurdistaniyan got, ";Pîrozbahiyê li welatiyên Kurdistanê dikim hêviya jiyaneke bi ewlehî û pêşketinî, yekgirtî û biratî ji we re dixwazim. Welaytiyên Kurdistanê di rêya azadî û demokrasiyê de ji bo gihîştina sîstemeke demokrat û parlamentera Iraqê gelek qurbanî dane û ev yek pesend kirine."; +Herwiha Talebanî di peyama xwe de behsa rewşa Iraqê ya siyasî ya niha kir û got: ";Ez piştgiriya pêkanîna hikûmeteke serkeftî ya Iraqê dikim û duayên xêrê ji bo berdewamiya armanca berpirsiyaran û pêkanîna hikûmetê dikim."; +Di beşeke ya payamê de Celal Talebanî ji berpirsiyaran dixwaze, berjewendiyên welatiyên Iraqî bêxine pêşiya berjewendiyên partî û komên xwe û nakokiyan ji nav xwe rakin û bibin yek deng. Herwiha li dijî terorîstan ji bo destkeftinên demokrasiyê yê di Iraqa nû de pêk hatî de hewl bidin. +Di dawiya peyamê de jî serokomarê berê yê Iraqê dibêje, ";Ji Xwedayê mezin û dilovan dixwazim welatiyên Iraqê biparêze û aramiyê bîne bo vî welatê ku niha gelek êş tê de heyî. Hêviya min ew e ku hemû alî cejneke bixweşî biborînin.. saleke bixweşî."; +Serokê giştî yê YNKê û serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî ji ber nexweşiya xwe ji 2012an heta niha li Almanyayê bû ku 19î tîrmehê de vegeriya Başûrê Kurdistanê. +Piştî nexweşketina xwe Celal Talebanî ji siyasetê dûr ket û heta niha tu peyamên fermî parvenekiribû. Ev yekem peyam e ku tê de behsa çend pirsgirêkên rewşa siyasî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê dike. +Piştî mayîna Talebanî ya li Almanya bo tenduristiya xwe ya sal û 7 mehan, ev cejna yekem e ku li Kurdistanê diborîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Zanîngeha Mardin Artukluyê ji bo wergirtina namzedên mamostetiya kurdî azmûnê çêdike. +Ensîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê dê cara sêyemîn ji bo mamostetiya zimanê kurdî azmûnê çêbike. Îlan, di malpera Enstîtuyê de hat dayîn. +Armanc, gihandina mamosteyên zaraveyên kurmancî û zazakî ye. Herwiha du salên borî de bi awayekî serkeftî, bi sedan kes ji beşên kurmancî û zazakî derçûn. +Lê belê heta niha ji van kesên derçûyî, tu kesî bi awayekî fermî dest bi karê mamostetiyê di dibistanan de nekirine. Ev jî astengiya beramberî mamosteyên kurdî ye. +Bi biryara Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê di meha tîrmehê ya sala 2012an de biryar hat dayîn ku di dibistana seretayî de dersa zimanê kurdî bibe ";dersa bijarte."; Li ser vê biryarê Zanîngeha Mardin Artukluyê jî dest bi gihandinda mamosteyên kurdî kir. Lê belê ji ber ku ji aliyê wezaretê ve tu bingeh nehat sazkirin, mamosteyên kurdî jî tayîn nebûn. +Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê di serdema 2012-2013an de, li 28 bajaran 18 hezar û 847 kesî dersa kurdî ya ";bijarte"; jê girt. Lê tê zanîn ku ji ";tunebûna mamosteyên kurdî"; ev ders ji aliyê kesên ne pisporê kurdî ve hat dayîn. +Herwiha di dawiya sala 2013an de ji bo bijartina dersa kurdî, zarok û malbatên wan daxwazname dan rêvebiriya dibistan. Ev hejmar dê li gorî sala borî bêhtir bibe. +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji revandina 6 pêşmergeyên Zêrevanî ku li ser sînorê parêzhega Nînovayê bûn, heta niha tu agahî nestandine. +Cihgirê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwerî Hacî Ûsman bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ji revandina 6 pêşmergeyan neagahdar in ku ev agahî tenê ji aliyê çend çavkaniyan ve hatiye parvekirin. +Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan derbarê vê pirsgirêkê de tu daxuyeniyên fermî bi dest nexistine, ji ber wê jî nikarin tu agahiyên zelal bidin. +Îro çend çavkaniyên nûçeyan yên Iraqî ragihand ku li ser sînorê parêzgeha Nînovayê 6 pêşmergeyên Zêrevanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûçeya revandina 6 pêşmergeyên Zêrevanî li ser sînorê Mûsilê hat red kirin. + +Fermandeyê fewca Zêrevanî li navçeya Gogcelîlî ya ser bi bajarê Mûsilê ve, Seyid Şukir ji Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ez bi xwe li xala sînorî ya dawî ya Hêzên Pêşmerge me û çekdarên DAÎŞê beramber me ne, ti pevçûnek çênebûye û ti pêşmergeyek jî nehatiye revandin."; + +Seyid Şukir da zanîn jî ku: ";Ew nûçeyên ku hatine belavkirin dûrî rastiyê ne û bo daxistina morala Pêşmerge ne."; + +Îro, 29ê tîrmehê, çend çavkaniyên medyayî yên Iraqê belav kirin ku 6 Pêşmerge ji hêzên Zêrevanî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li navçeya Gogcelîlî hatine revanidn û çarenivîsa wan nediyare. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li enyên şer li Mûsilê kir. + +Li gor nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 29ê tîrmehê Barzanî di serdanekê de bo eniyên şer li Mûsilê pîrozbahiya cejna Remezanê li Hêzên Pêşmerge kir û berxwedan û canfîdayiya wan di parastina û bergirîkirin li sînorên Herêma Kurdistanê bi bilind nirxand û ";Piştgiriya xwe bo pêşmerge dûpat kir."; + +Di vê serdanê de, her yek ji şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge Seyid Qadir, Zeîm Elî, Şêx Ceifer, Hemîd Efendî û hejmarek ji fermande û berpirsên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ligel Barzanî de bûn. + +Di gotarekê de Serokê Herêma Kurdistanê spasiya berxwedan û canfîdayiya Pêşmerge kir ku di rojên teng de amade ne bi canê xwe bergiriyê li welat bikin û amaje kir ku ";Di wê bergiriyê de polek pêşmerge şehîd û birîndar bûn, ji xwedayê mezin daxawz dikin ku şehîdan bi beheşta berîn şad bike û şîfayê bide birîndaran."; + +Herwiha Barzanî di gotara xwe de piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge dûpat kir û amaje kir ku: ";Tiştê ku ji me were bo piştgirî û alîkariya Pêşmerge emê bikin."; Herwiha got ku ";Li ser destê Pêşmerge dê Kurdistanê bigihe paşerojek geş."; + +Duh, 28ê tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyê şer li Kerkûkê jî kiribû û cenja Remezanê li wan pîroz kiribû. + + +Domîz (Rûdaw)- Dirêjbûna nexşeya Rojavayê Kurdistanê kir ku naskirina xelkê bi hev kêm bibe. +li Kempa Domîzê naskirin berfireh dibe herwiha pîrozbahiyên cejnê ku nema xelkên yek deverê an yek herêmê cejna hev dikin lê xelkên Rojavayê Kurdistanê bi giştî Cejna Remezanê li hev pîroz dikin. +Şahî her beşdare çi mirov penaber be an li mala xwe be ,dîsa xelkên hev dinasin dicivin û mal bi mal digerin cejna hev dikin lewma ew li dêrikê an li kempa domîzê bin her divê rojînên xwe derbas bikin. +li kempê xelkê Kobanê, Efrînê herwiha herêma Cezîrê hene û ev yek dike ku cejn berfireh bibe û naskirina xelkên herêmên rojavayê kurdistanê bi hêztir bibe. +Rewşa nû malbat dûrî hev xistin û piştî ko cejn li gel hev dikirin niha heger dengê hev bikin ew cejneke bi xwe ye li gorî penaberan. +Dirêjbûna nexşeya rojava yê kurdistanê kir ko peywendiyên civakî kêm bin lê niha penaberî wan dighîne hev. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dema ku Rojavayê Kurdistanê tê ser ziman, di cî de kêf û şahî tê bîra mirov. + +Xelkê Rojavayê Kurdistanê hemû çalakiyên xwe yên civakî bi riya şahiyan re lidar dixin û ev şahî bûn sedema derketina gelek hunermednên gelerî yên navdar wek Selah Resûl, Seîd Gabarî û Adilê Hiznî. + +Îro raporta me li ser hunermendekî gelerî ye ku nû ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê, ew jî hunermed Ednan Seîde ku bi riya şahiyan kartî bû hunera xwe bipêş bixe. +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Hikûmeta Sûriyê hêzên xwe ji parêzgeha Hesekê vekêşa û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cihê wan digire. + +Payamnêrê Torê Medyayî ya Rûdawê ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyê ji tevahiya Hesekê hêzên xwe vekêşa û cihên wan jî şervanên YPGê digirin. +Wekû tê zanîn hejmara parêzgeha Hesekê bi piranî kurd in û li gel çend bajarên Bakurê Kurdistanê jî hevsînor e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgerê Dadgeha Federal ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qedexeya li ser tankera petrola Kurdistanê barkirî rakir. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Dadgerê Federal Nancy K. Johnson, ji ber ku tanker 100 kîlometreyan ji DYAyê dûr e, biryar da ku dê nikarbin dest danin ser tankera petrola Kurdistanê barkirî. Dadger Johnson got, dive ev pirsgirêk, di navbera Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê çareserkirin. +Beriya niha Hikûmeta Bexdayê îdia kiribû ku petrol bêyî agahiya wan hatiye firotin û doz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekiribû. +Dadgeha Herêmî ya Başûrê Teksasê duhî li ser raya Hikûmeta Bexdayê biryar dabû ku dest dane ser petrola Kurdistanê. Îro jî dadgehê ev biryar rakir û ragihand ku ji ber ku tanker ji DYAê 100 kîlometreyan dûr e, ew dê nikaribin dest danin ser. +Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Marie Harf di civîna çapemeniyê de ragihand ku hewldana wan ya li hemberî firotina petrola Herêma Kurdistanê nehatiye guhartin. Naxwazin bêyî destûra Hikûmeta Bexdayê petrol bê firotin. Lê belê mudaxile firotina petrol ya di navbera şirketan de jî nabin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser keştiya ku petrola Kurdistanê dibe Teksasê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê skaleyekî tund li dijî Hikûmeta Iraqê amade dike. +Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, derbarê keştiya petrolê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku parêzerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Dadgeha Teksasê kirine û tê de derbarê yasayên li ser keştiya petrolê agahî dan. Û got: ";Firotina petrola Kurdistanê bi destûr pêk hatiye."; +Aştî Hewramî di daxuyaniya di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatî belavkirin de got: ";Bexda hewl dide di dadgehên biyanî de encamekê werbigire, lê nikare di Dadgeha Bilind ya Iraqê de encamekê werbigire."; +Herwiha got, hikûmeta federal nikare bi vî şeklî encamekê werbigire, çimkî hinartin û firotina petrola xav ya Kurdistanê ji yasayan destûrê digire. +Di skalayê de daxwaziya pereyên Kurdistanê yên ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatî birîn jî tê kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî 3yemîn roja cejnê jî bi serdana Hêzên Pêşmerge derbas kir û daxwaz ji Pêşmerge kir ku wek çawa Başûrê Kurdistanê diparêzin, wiha Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin û alîkariya wan bikin. + +Îro, 30 tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi alîkariya şandeke bilind ji berpirsên leşkerî û ewlekarî yên Herêma Kurdistanê, serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li rojavayê Dicle kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir û li rewşa wan pirsî. + +Barzanî di serdana xwe de amaje kir ku: ";Ev rewşa niha di rojevê de demkî ye û dê bidawî bê, lê ligel vê yekê pêwîste Hêzên Pêşmerge di amadeyiyek temam de bin."; + +Herwiha Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku: ";Wek çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin, bi heman awayî xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û alîkariya wan bikin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya berxwedan û westandina Pêşmerge kir û ragihand: ";Me ti carî nexwestiye sitemê li kesî bikin, di dema êrîşan de jî her dem Pêşmerge amadebû bo bergiriyê li welat bike."; + +Carek din Barzanî piştgiriya xwe ya temam bo Hêzên Pêşmerge anî ziman û got: ";Pêşmergayetî erkekî pîroze û dîrok û paşeroja gelekî drust dike, kesê ku dibe Pêşmerge her dem hizra wê yekê dike ku welatê xwe diparêze."; + +Di dawiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku ";Şehîdên Pêşmerge bi beheşta berîn şad bike û birîndar jî bi zûtirîn dem baş bibin û hêviya serkeftinê jî bo Pêşmergeyên qehreman xwest."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Kampa Xazir a koçberên Mûsilê kir. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berî bîstekê Barzanî ligel şandekê gihişte Kampa Xazir ya koçberên Mûsilê bi mebesta agehdarî li rewşa wan. +Ev serdana Barzanî piştî wê yekê tê ku îro, 30 tîrmehê ligel şandeke pile bilind ji berpirsên ewlekarî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li Dicel kir. +Rûdaw zaniyariyên zêdetri belav dike... + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan gundê Kitş li başûrê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji bin destê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derxistin. + +YPG ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) ye, dibêje, çekdarên DAÎŞ bi tank û çekên giran êrîş dike ser gundên rojavayê Kobanî û şer li wê navçeyê berdewame di navbera YPG û DAÎŞê de. + +Ji aliyek din ve çekdarên DAÎŞ 3 guleyên hawin avêtin taxa Xwêran li rojhilatê bajarê Heseke lê ti ziyanên mirovî ji encam neketin. + +Piştî êrîşa çekdarên DAÎŞê ser bajarê Heseke û vekişana artêşa Sûriyê jê, YPG dibêje ku wan ew bajar kontrol kirine, herwiha bi şer çekdarên DAÎŞ ji gele tax derxistine û gele tax jî ji çekdarên rêxistina navborî parastine. + +Di vê barê de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Tahir Sifûk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Helwesta me her dem helwestek siyasî ye, mixabin heta niha me nikariye ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hêzeke hevbeş pêk bînin, lê em wek ENKS êrîşên DAÎŞê ser hemû naveçyên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin."; + +Herwiha Tahir Sifûk da zanîn ku: ";Ti peywendiyeke me bi hikûmeta Sûriyê re nîne, li gor zaniyariyên me hêzên hikûmetê ji navçeya Mêlebiyê vekişiyane, lê heta niha ew li li nava bajarê Hesekê mane."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danî ser rêjeyên mezin ji berhema genimê navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê. + +Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, duh 29 tîrmehê civînek di navbera pêkhatên bajarê Hesekê de birêve çû, bo destnîşan kirina komîteyekê bo şopandina karên bajar, bêy ku navê wan pêkhatan aşker bike. + +Herwiha rewangehê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞ rêjeyên mezin ên genimê li navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê embar kirî, birin navçeya Şedadî ya di bin kontrola wê de li nêzîk bajarê Hesekê. + +Li gor rewangehê, rêjeyeke gelek mezin ji berhema genim li embarên navçeya Mêlebiyê bû, lê niha ew genim ji aliyê DAÎŞê ve ji wan embaran hat derxistin. + +Ev çend rojin ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û şervanên YPG de li dijî çekdarên DAÎŞ li bajarê Hesekê berdewame, ku di encam de niha navçeyên Hesekê di bin kontrola her sê aliyan de ye. +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Êlihê (Batman) Hazoyê (Kozluk) ya Bakurê Kurdistanê ji heman malbatê 5 zarokên keç, di gola ku ji bo hênikbûnê ketinê de xeniqîn. +Li gorî Ajansa Anadoluyê, duhî li gundê Hafikê ya navçeya Hazoyê 5 zarokên ku 10-12 salî di golê de xeniqîn. +Malbatên ku dizanîn zarokên wan ji şekirê cejnê re derketine gerê, çawa heta êvarî ji wan agahî nebihîstin û cilên wan li ber lêva golê dîtin, telefonî Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Acîl û Bobelatiyê (AFAD) û cendermeyan kirin. Di encama lêgerîna AFAD û cendermeyan de cesedê 5 zarokan hatin dîtin. +Rêvebirê AFADê yê Êlihê got: ";Me cesedê her 5 zarokan di binê golê de di nava heriyê de dît."; +Cesedê zarokan ji bo otopsiyê birin, Nexweşxaneya Kozlukê ya Dewletê. +Ji zarokan wiha ne: Kubra, Sevda, Cansel, Halime û Rozin Yaman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di bûyera qezayê ya trafîkê ya di navbera Xebat û Kanî Qirjalê de 5 otomobîlan li hev dan, di encamê de pêşmergeyekî û 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da. +Li gorî Tora Medyayî ya Rûdawê, danê nîvro di navbera Xebat û Kanî Qirjalê de qezayek çêbû. di encama qezayê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan 1 pêşmerge ye,yek şofêr e yek jî zarokeke 4 mehî ye. +Herwiha di bûyerê de 14 kes jî birîndar bûn. + +. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gihişte navçeya Xaneqînê. + +Berî bîstekê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzabî ligel şandekê ji berpirsê ewlekarî û asayişê yên Herêma kurdistanê gihişte navçeya Xaneqîn a ser bi îdareya Germiyan ve û biryare ku serdana Hêzên Pêşmerge li sînorê bajarokê Seidiye û Cewlewayê bike. + +Di gotarekê de li Xaneqînê, Barzanî ragihand ku, di demek kurt de ew dê çekên giran û pêşketî bo Hêzên Pêşmerge peyda bikin û terrorist nikarin morala Pêşmerge bişkênin. + +Ev serdana Barzanî di çarçoveya zincîreyek serdan de ji roja yekem a cejna Remezanê ve tê ku tê de serdana Hêzên Pêşmerge li ser eniyên şer dike. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Komek jinên Dêrsîmê li hemberî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, bi ken û tîqetîqan çalakiyeke balkêş li dar xistin. + +Komek jinên Dêrsîmê li hemberî gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê li Meydana Seyîd Riza bi ken û tîqetîqan çalakiyeke pirotestoyî li dar xistin. + +Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyê di pîrozbahiyên Cejna Remezanê de gotibû, "Divê mêr tolaz nebe. Divê girêdayî hevjîna xwe be. Divê jin jî dawênpak û biîfet be. Pêwîst e di nav her kesî de bi tîqetîq nekene". + +Li ser van gotinên Arinç, komek jinên Dêrsîmê di bin pankarta ku 'Tu jî bi tîqetîq bikene' de çalakiyekê li dar xistin. + +Mêran jî bi ken û tîqetîqan piştegiriya jinan kirin. Jinan diyar kirin ku li hemberî hemû xapandin û xalifandinan ew ji Dêrsîmê bi tîqetîqan bersivan wan didin. +Piştî çalakiya bitîqetîq girse bi hêminane belav bû. + + +Kobanî (Rûdaw) – Hejmara şehîdên YPGê di şerê li dijî DAIŞê de li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê gihîşt 15an, di nav wan de yekî başûrî jî heye ku ev yekemîn şervanê başûrî yê YPGê ye ku şehîd dibe. +Duh êvarê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) operesyonên xwe yên di bin navê tolhildana şervanên YPGê de, li bajarokê Şiyûx û li gundên Boraz, Degirman, Cubilferecê, Getaş, Cibnê, Çeloxilî û Keçelo li rojavayê herêma Kobanî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bidawî kiribûn, û YPGê ji wan dever û gundan vekişiyabû û tenê di gundê Çeloxilî de mabû. +Li gorî ku ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Rûdawê re ragihandibû, şervanên YPGê bi dehan ji çekdarên DAIŞê kuştine û gellek ji wan birîndar bûne her wiha tankek û hin otomobîlên şer yên DAIŞê teqandine û jinav birine. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, di şerê duh de li rojavayê herêma Kobanî, yekemîn şervanê Başûrî yê YPGê bi navê Dilşad Ehmed lawê ji devera Germiyanê şehîd bû. +Dilşad Ehmed ku navê wî yê tevgerê di nava şervanên YPGê de Diyar Delîla bû, 3 mehan beriya niha tevlî refên YPGê li herêma Kobanî bibû, ew duh (30ê Tîrmehê) li girekî nêzîkî gundên Cibnê û Hec Ismaîlan li rojavayê herêma Kobanî şehîd bû. +Her wiha peyamnêrê Rûdawê li herêma Kobanî got, ku di rojekê û 2 şevên borî de hejmara şehîdên YPGê di şerê DAIŞê de li gundên rojavayê herêma Kobanî gihîşt 15 şehîdan, 5 ji wan ji herêma Kobanî bûn, 5 jî ji Bakûrê Kurdistanê bûn û cenazeyên wan di deriyê sînorî re li herêma Kobanî derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn, 2 jî ji herêma Efrînê bûn şehîdek jî ji Başûrê Kurdistanê bû û 2 jê jî ereb bûn. +Tê zanîn, heta niha xortên Başûrê Kurdistanê di nav refên DAIŞ û komên radîkal ên îslamî yên li Sûriyê de dihatin kuştin lê ev cara yekemîn e ku xortekî Başûr li dijî DAIŞê û di nav refên YPGê de şehîd dibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, li bajarokê Mexmûrê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê jî çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê hatine dîtin, ev jî bûye sedema tirs û fikarên welatiyên wir. Qaymeqamê Mexmûrê jî dibêje, heta niha DAIŞê ti zirarek nedane bajêr. + +Qaymeqamê Mexmûrê Îbrahîm Şêxellah ji Rûdawê re got, ji terorîstan re hatibû gotin ku artêşa Iraqê dê hêzên xwe derbasî devera Mexmûrê bike lewma komek ji wan duh hatibûn nêzîkî hêzên Pêşmerge û li wê derê 10 xulekan mabûn paşê vegeriyan û li wê deverê hinek kes jî tevlî xwe kiribûn. + +Îbrahîm Şêxellah diyar kir ku ti niyeteke çekdarên DAIŞê ya êrişkirina Mexmûrê tinebû û wiha got: ";Li gorî agahiyên me ti niyeteke wan tinebûye ku êrişî Mexmûrê bikin. Lê dîsa jî hêzên me yên li deverê bi şev û roj digerin û li hember her îhtimalekî amade ne. + +Qaymeqamê Mexmûrê her wiha li ser îdiaya ku dibêjin hêzên Pêşmerge ji Hewlêrê derbasî Mexmûrê bûne, got, ev nûçe rast nîne ji ber ku ew hêzên ku berê li vir bûn heman hêz in û ti hêzek ji Hewlêrê nehatiye vir. + +Îbrahîm Şêxellah eşkere kir ku ji ber hatina çekdarên DAIŞê xelk hinekî tirsiyabû lê beşek ji xelkê sivîl çek hildane û amadehiya xwe ji parastina bajarê xwe û Kurdistanê re nîşan dane. + +Şêxellah da zanîn, di çend rojên bê de dê li dora Mexmûrê xendeq bê lêdan. + +ل گۆر ڕۆژنامهیا یهنیشهفهقا نیزیکی هکوومهتا ترکیێ یه، وێ کۆمیتهیا شۆپاندنا پێڤاژۆیێ کو ژ ۲۷ ئهندامان پێک وهره د یهکێ ئیلۆنا ئیسال ده دهست بکارێ خوه بکه، و +ئهوێ د دو سهکرهتهریان ده یهک ل ئهنقهرێ و یهکی ل ههولێرێ ب ئاوایهکی ڕێخستنکری کار بکه، و ئوو دهربارێ کارێ خوه وێ ب پارتیێن پهرلهمانێ ڕه نیقاشان بکه، و +چ ئاستهنگ یان پرسگرێکێن کو دهربکهڤن ل کیژان ئالی به، ئهوێ چارهسهر بکن. +ل گۆر قانوونا پێڤاژۆیێ و نهخشهیا ڕێ کو هاتیه دانین، وێ کۆمیتهیا شۆپاندنا پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهری دهست پێبکە، ل سهر چارهسهرکرنا پرسگرێکێن کامپا ماخموورێ +کو هژمارا وان ۱۰ ههزار و چارسهد و ههیشتی و سسێ کهسن کار بکن، و وان پێل ب پێل ڤهگهرینن گوندێن وان،ههروها کۆمیتهیا شۆپاندنێ وێ ژ بۆ کو ۳ ههزار و ۹۷۱ +کهسێن کو گهریلا بوون و دهڤ ژ پهکهکێ بهردانه و دو ههزار و ۵۱۸ ئهندامێن پهکهکێ کو ل چیانه لێ شهر نهکرنه و پهکهکهییێن کو ۷۹۵ کهسینه و ل ئهورۆپا دمینن +ڤهگهرن ترکیێ و ژێرزهمینا قانوونی ژ وان ڕه بێ ئاماده کرن، خهباتێ خوه بکن. +ل گۆر ڕۆژنامهیا یهنیشهفهقێ پێویسته ڕۆژا یهکێ تهباخێ ده خهباتێن کۆمیتهیا پێڤاژۆیێ ل سهر دۆسیا خهلکێن کامپا مهخموورێ دهست پێ بکه، و د دهستپێکا مها جۆتمههێ +ده ۲۱ مالبات دهرباسی گوند و وارێن خوه ببن، و یێن مایی ژی پێویسته ههتا مها سوباتا بێ ده تهڤ ڤهگهرن ترکیێ، و ژ بۆ ۲ ههزار شهسهد و یازده خۆرتێن کو دهما +لهشکهریا وان هاتی، دو بژاره ههنه، یان ئهوێ لهشکهریا کۆتهکی یا دهولهتێ بکن، یان ژی ئهوێ ب پهرهیهکی کێم بهردێلیا وێ بدن، ههروها ئهو زارۆکێن کو ل کامپێ +دخوهندن ژی وێ ل دبستانێن ترکیێ ده خوهندنا خوه بهردهوام بکن. +ل گۆر ڕۆژنامهیێ وێ دهولهت ژ بۆ وان کهسێن کو ژ کامپا مهخموورێ ڤهگهرن جی و وارێن خوه و دخوازن پهز و دهورانا خوهدی بکن یان ژی چاندنیێ بکن، ئالیکاریان +بکه، و فۆنهکی ژ وان ڕه ل پانکان ڤهکن، و وێ ژێرزهمینهکی یاسایی و قانوونی ژ بۆ کو ئهو کهسێن ڤهدگهرن ترکیێ کو کاربن سیاسهتێ بکن، چێبکه. +ههروها ل گۆر نهخشهیا قانوونا پێڤاژۆیا ئاشتی، ئهو کهسێن کو بهرێ ل زانینگههێن ترکیێ دخوهندن و خوهندنا خوه بهردان و تهڤلی هێزێن گهریلا بوون، لێ تهڤلی شهر +نهبوونه و د ئهنجاما ڤێ قانوونێ ده ڤهگهرین ترکیێ ، وێ دهولهت ڕێ بده وان کو، جارهکه دن ل ههمان زانینگههان خوهندنێن خوه بهردهوام بکن، و وێ کورسێن جڤاکسازی +و چاکسازیێ ژ وان ڕه لداربخینه و جارهکه دن وان تهڤلی جڤاکێ بکه، لێ ژ بۆ ڕایهدار و ئهندامێن پهکهکێ یێن کو شهر کرنه و برێڤه برنه، وێ وهلاتهکی سیهم ژ وان ڕه بێ +هلبژارتن، و چارهسهرکرنا دۆسیا وان ئهوێ بمینه داویا پێڤاژۆیێ. + +حسچ ل ژێر دەستێ ی.پ.گ دە یە +ژێدەرەکی ژ باژارێ حەسەکێ نە خوەست ناڤێ خوە ئەشکەرە بکە ، ژ تورا مەدیا رووداو رە راگەهاند : +د ڤان دوو رۆژێن داوی دە ب رەنگەک بەر چاڤ باژارێ حسچە کەتیە ژێر دەستێ هێزێن ی.پ.گ دە ، و ی.پ.گ چالاکیێن بەرچاڤ د باژێر دە دکە . +یەک ژ ڤان چالاکیان دوهـ دەمژمێر 6 ئێڤارێ خوەپێشاندانەکا لەشکەری یا هێزێن ی.پ.گ د ناڤ باژارێ حەسەکێ دە هاتە ئەنجامدان ، د ڤێ خوەپێشاندانا هان دە هێژمارەکا +مەزن ژ ئۆتۆمبیلێن بارکری ب شەرڤانێن ی.پ.گ یێن چەکدار و ئال سلوگانێن ی.پ.گ بلند دکرن ، وەک ، بژی سەرۆک ئاپو ، و ناڤێن وەک بەرخوەدانان ی.پ.گ و +بەرخوەدانان حەسەکێ د هاتە بهیستن . +لێ د ناڤا ئوتومبێلێن خوەپێشاندێرێن ی.پ.گ دە ، ئوتومبێلەکا سەر ب هێزێن سوتورو یا سوریانان ڤە د هاتە خویارکن . +تێ زانین تاخێن باژارێ حەسەکێ "مشیرفە، تل حەجەر ، سالحیە، عزیزیە ، مفتی ، کەلاسە ، ناسرە ، غویران و نەشوە غەربی و شەرقی، مساکن و چەند تاخێن دن یێن +پچووک هەنە " +هەرسێ تاخێن تل حەجەر و سالحیە و موفتی تاخێن کوردانە و تاخێن کەلاسە و ناسرە پرانیا وان کوردن و غویران و نەشوا شەرقی و یا غەربی عەرەب نشینن کێم کورد د ناڤا +وان دە هەنە ، و هەردوو تاخێن عەزیزیە و مەساکن تێکەلن ژ کورد و عەرەب و سریانان +ل باژارێ حسچ نێزی 10 بارەگەهێن ئەولەهی یێن رژیمێ د باژێر دە هانە ، وەک بارەگەها ئەمن دەولە و ئەمن جەوی ئەمن عەسکەری و هەتا داو ، هێزێن رژیمی ل +باژارێ حەسەکێ ب تەنێ د بارەگەهێن خوە یێن ئەولەهیێ دە مانە و رێبەندێن ب کیسێن خیز و خوەلیێ ل پێشیا بارەگەهێن خوە بلند کرنە . +د ڤان چەند رۆژێن داو دە ، هێزێن ی.پ.گ ب ئازاد د ناڤا باژێر دە دگەرن و حەتا دەردورا باژارێ و چەند کم د گوندەوارێن باژێر دە دگەرن . +شەش دەروازە و دەریێن سەرەکی یێن باژارێ حەسەکێ هەنە ، تێن کونترۆل کرن یان ژ ئالیێ داعش یان رژیم یا ی.پ.گ ڤە . +د ناڤا هێزین ی.پ.گ و داعش دە شەر پەڤچوون بەردەوامە و رژیم ژی جار جاران ب توپێن دوور هاڤێژ توپان تاڤێژە داعش ، ئیرۆ سێ گولێن هاون ب سەر تاخا نشەوە +غەربی دە کەتن و د ئەنجام دە ژنەک و سێ زارۆکێن خوە ژیانا خوە ژ دەست دان و 14 کەسێن دن ژی بریندار بوون و پرانیا وان نها د نەخوەشخانەیا حکمە یا باژارێ +حەسەکێ دە نە و ل گوری ژێدەرێ ژ رووداوێ رە راگەهاندی ژێدەرێ ڤان توپان ژی هێزێن داعش بوون . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku ligel çend pêşmergeyên xwe li Kerkûkê bi cih bûye, red kir ku li Kerkûkê ti postek wergirtibe. + +Roja 26.06.2014, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir. Li wir planeke qayîm a eskerî û ewlekarî ji bo parastina Kerkûkê hate danîn û birêvebirina wê planê jî kete stûyê Mihemed Hacî Mehmûd. Lê navborî got: ";Bi rastî haya min qet ji wê postê nîne ku dane min, wê rojê jî di civînê de cenabê kak Mesûd Barzanî behsa wê pirsê kir, lê min li ser wê pirsê tiştek negotiye û ez tenê wek pêşmergeyekî hatime sînorên Kerkûkê û wan deveran biparêzim."; + +Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê bi amajekirina ku vêga ti posteke wî li Kerkûkê nîne, got: ";Ez ne ji bo postan hatime, carên berê jî ez wek pêşmergeyekî hatibûm û her wek pêşmergeyekî jî li wê navçeyê mame û dimînim ji bo parastina Kerkûkê."; + +Mihemed Hacî Mehmûd qala hevahengiya navbera PDK û YNK li Kerkûkê kir û got: ";Qasî ku min dîtiye hevahengî heye, dibe ku kêşeyên piçûk hebin, lê hevahengî heye. Gava min serdana bereyan kir, hêzên hevbeş ji pêşmergeyên PDK û YNK pêk hatine."; + +Derbarê komên çekdar ên Şîa de ku vêga li Kerkûkê dirust bûne, got: ";Bi nerîna me hemû tişt divê di çarçoveya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de bê kirin. Çiku ew navçe vêga li jêr çavdêrî û desthilata pêşmerge de ye û parastina hemû pêkhateyên kurd, ereb, sunî, şîî û mesîhî di stûyê pêşmergeyan de ye."; + +Niha ji her demeke din bêhtir qala serxwebûna Kurdistanê û referendumê ji bo yekalîkirina çarenûsa navçeyên cihê nakokiyê tê kirin. Mihemed Hacî Mehmûd got: ";Referendum bê kirin da ku bê xuyakirin ku kurd dixwazin bi Iraqê re bimînin yan cuda bibin, ne ku tenê referendum li ser wê yekê bê kirin ku Kerkûk vegere yan venegere. Kerkûk vêga vegeriyaye û di aliyê eskerî û îdarî de di destê kurdan de ye."; + +Bi gotina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê: ";Madeya 140 li ser kêşeya axê bû ligel Iraqê û ji bo vegerandina navçeyên Kurdistanî bû ji bo hembêza Herêma Kurdistanê, vêga beşekî zêde ji wê axê ku tenê dora ji sedî 15 maye, hatiye vegerandin."; + +Bi dîtina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd: ";Ew navçe navçeyên Kurdistanî ne û êdî pêwîst nake ji niha bi şûn de em qala madeya 140 bikin, yan em bi navê navçeyên veqetandî û li derveyî îdareya herêmê û yan her têgeheke din bi nav bikin, lê vêga divê em ji wan navçeyan re bêjin navçeyên azadkirî yên Kurdistanê."; + +Baştirîn çareser ji bo rewşa niha ya Kurdistanê bi baweriya Mihemed Hacî Mehmûd konfederalî ye: ";Ji bo vê qonaxê dibe ku hêsantir û nermtir be û zûtir bê qebûlkirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) qedexekirina vegera sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro bo Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";roja duşemê 7/7/2014 asayişa deriyê Sêmalka bi hênceta ku biryara fermandariya giştî ya asayişê heye, nehişt sekreterê Partiya Yekîtî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe";. + +Di daxuyaniyê de, sekreteriya giştî ya ENKSê tevî şermezarkirina wî karî, got ku ";ev karên wiha nakokiyên heyî yên di navbera her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de zêdetir dikin";. + +Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî roja 7ê vê mehê di daxuyaniyekê de gotibû ku ";rêveberiya deriyê Sêmalka nehişt ku sekreterê partiya wan Îbrahîm Biro vegere Rojavayê Kurdistanê";. + +Îbrahîm Biro berî nêzîkî mehekê ji Rojavayê Kurdistanê derketibû û li Spanyayê tevlî ";Konferansa Qurtubayê"; bubû. + +Kerkûk (Rûdaw)- Teqînek li rêveberiya polîsê hawarçûnê yê Kerkûkê li taxa Wasit çêbû û di encam de 5 kes birîndar bûn. + +Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 8ê sibehê motorekî bombekirî li nav geraca polîsê hawarçûnê teqiya. + +Serhed Qadir got ku di encama teqînê de 5 polîs birîndar bûn û 7 otombîl jî şewitîn. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya herêma Cizîrê wê îro pêncşemê 10/7/2014 bicive û hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre. + +Berdevkê rêveberiya kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku ";encûmena yasadanînê wê îro saet 10ê sibehê civîneke awaret li dar bixe û tê de hevserokê kantona Cizîrê hilbijêre";. + +Encûmena yasadanînê berî niha ragihandibû ku ";dadgeha bilind a destûr"; a girêdayî rêveberiya xweseriya demokratîk li herêma Cizîrê roja sêşemê 8/7/2014 navê namzedên hevserokatiyê pêşkêşî encûmenê kirin. + +Encûmenê yasadanînê di 19ê hezîranê de deriyê namzediya ji bo hevserokatiya kantona Cizîrê vekiribû û roja 29ê hezîranê deriyê namzediyê girtibû. + +Li gor zaniyariyan, tenê 2 kesan xwe ji bo hevserokatiya herêma Cizîrê namzed kiriye û ew jî şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham û rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Hediye Yûsif in. + +Rêveberiya kantona Cirîzê yek ji wan her sê rêveberiyane ku di dawiya meha çile ya borî de li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ve hatiye avakirin. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan pêk tê, ";îtîrafê"; bi van rêveberiyan nake. +Hewlêr (Rûdaw)- Bi biryara serokatiya Herêma Kurdistanê û wek helwestekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Herêma Kurdistanê, wezîrên Kurd tevlî civîna îro ya encûmena wezîrên Iraqê nabin. + +Wezîrê koç û koçberan ê Iraqê Dîndar Doskî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";serokatiya Herêma Kurdistanê biryar daye wezîrên Kurd venegerin Bexdayê, em jî venagerin û tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nabin";. + +Doskî herwiha got ";Emê îro pêncşemê saet 11 li mala cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys kongreyeke rojnamevaniyê li dar bixin û helwesta xwe rabigihînin";. + +Derbarê wê yekê de ku hemû wezîrên Kurd dê wê biryarê bi cî bikin yan na, Dîndar Doskî got ";Ez bi xwe pêgirê wê biryarê me û hêvîdarim hemû wezîrên din jî pêgirê wê biryarê bin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Sekretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê îro pêncşemê saet 11ê sibehê li Qamişlo bicive. + +Endamê sekretariya giştî ya ENKSê Mistefa Meşayix ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ENKSê nameyek ji encûmena yasadananî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Cizîrê wergirtiye ku derbarê xizmta leşkerî ya icbarî de ye. + +Meşayix diyar kir ku sekretariya ENKSê dê bicive û vê nameya û mijara leşkerkirina icbarî gotûbêj bike û helwesta xwe derbarê vê yekê de aşkere bike. + +Meşayix herwiha diyar kir ku di civînê de wê pêşhatên herî nû mîna rewşa dawî li herêma Kobanî û civînên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bên guftogokirin. + +Encûmena yasadananê ya kantona Cizîrê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî amade dike û dê di rojên bê de vê projeyasayê gotûbêj bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re bicivin, ber bi Îmraliyê ve birêketin. + +Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder ji bo bi Ocalan re civînekê pêk bînin îro sibehê çûn girava Îmraliyê. + +Tê pêşbînîkirin Ocalan derbarê yekîtiya Kurdan de û rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê yekîtiyê de û herwiha derbarê Rojavayê Kurdistanê de nameyekê ji Barzanî re bişîne. + +Di hevdîtinê de dê herwiha li ser rewşa niha ya pêvajoya aştiyê û projeyasaya pêvajoyê de jî gotûbêjan bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî daxwaza ji hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bê qeyd û şert li hev bicivin. + +Komîteyê daxuyaniyek derbarê êrîşên DAÎŞê yên li dijî herêma Kobanî û herwiha rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de derxist û tê de ragihand ku ";Em bi yekîtiya neteweyî dikarin Kobanî û tevahiya Rojavayê Kurdistanê biparêzin";. + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî ew êrîş bi tundî şermezar kir û got ";Êşên miletê me yê Rojava êşên me ne û serkeftinên wan jî serkeftinên me ne";. + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî bang li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê kir ku ";Desteya Bilind a Kurd (DBK) li gorî rewşa heyî û li ser bingeha yekgirtinê bê nûkirin";. + +Herwiha ji PYDê xwest ku ";dest ji îdareya yekpartîtiyê berde û ligel hemû hêzên siyasî yên Rojava bê qeyd û şert ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bicive û hewcadariyên yekitiyê pêk bîne";. + +Komîteya rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî herwiha got ku divê PYD dev ji îdareya ";yekpartîtiyê"; berde û ligel hemû hêzên siyasî yên Rojava bê qeyd û şert ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bicive û hewcadariyên yekitiyê pêkbîne. Herwiha got ku ";divê hêzên li derveyî PYDê jî di vê derbarê de bê qeyd û şert hemû berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cîh bînin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentrê Ormiyê yê di Parlamentoya Îranê de Abid Fetahî car din helwesta xwe tekîd kir ku ew bi ti awayekî serxwebûna Kurdistanê ";qebûl nakin";. + +Abid Fetahî ji ajanseke navxweyî ya Îranê re got ";Misilman bi ti awayî serxwebûna Kurdistanê qebûl nakin";. + +Fetahî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ";axa Iraqê bi temamî ya hemû misilmanan e"; û serxwebûna Kurdistanê jî wek ";pilana Amerîka û Îsraîlê"; bi nav kir. + +Parlamenterê Ormiyê ";Kurdistanê wek navçeyeke hestiyar li rojavayê Asyayê"; da naskirin û got ";Wek çawa em misilman îtîrafê bi dewleta Îsraîlê nakin emê herwiha îtîrafê bi Dewleta Kurdî jî nekin";. + +Abid Fetahî bal kişand ku yekemîn welatê ku piştgiriya ragihandina Dewleta Kurdî kir Îsraîl bû û got ";Em vê yekê qebûl nakin";. +Kobanî (Rûdaw)- Li gundê Çarqilê li rojhilatê herêma Kobanî şer û pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de didome. Di wî şerî de şervanekî YPGê şehîd bû û çend çekdarên DAÎŞê jî hatine kuştin. + +Li gor daxuyaniya navenda ragihandina YPGê, çekdarên DAÎŞê duh êrîşî gundê Çarqilê kirin û di encam de şer navbera wan çekdaran û şervanên YPGê derket. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di şerê li gundê Çarqilê de ";gelek çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û şervanekî YPGê bi navê Qehreman Kobanî jiyana xwe ji dest da";. + +Navenda ragihandina YPGê herwiha got ku ";ji şeva borî de çekdarên DAÎŞê bi tank û topan gundê Kobirlek li rojhilatê Kobanî topbaran dikin û heta niha ev topbaran berdewam dike";. + +Duh jî YPGê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di şerê rojên sêşem û çarşemê de li rojhilatê Kobanî 12 şervanên YPGê şehîd bûn û 100 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin. + +Roja duşemê jî 4 şervanên YPGê di encama teqîneke xwekujî de jiyana xwe ji dest dan. +Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvana Kurd Hediye Yûsif û şêxê eşîreta Şemer Şêx Hemîdî Deham bûn hevserokên kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro civîneke awarte li bajarê Amûdê li dar xist û tê de Hediye Yûsif û Hemîdî Deham wek hevserokên kantonê hilbijartin. + +Di civînê de, her yek ji Hediye Yûsif û Hemîdî Deham sûnda yasayî xwarin. + +Piştî sûndxwarinê, hevserokên kantona Cizîrê gotinên xwe pêşkêşkirin û ragihandin ku ewê ";kar bikin ji bo ku aştî û biratî di navbera pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê de hîn zêdetir belav bibe";. + +Hediye Yûsif û Hemîdî Deham herwiha diyar kirin ku armanca wan ne ewe ku ji Sûriyê vetqetin û dewleteke serbixwe ava bikin. + +Hemîdî Deham kî ye? + +-Şêxê eşîreta Şemer a Ereban e + +-Di sala 1941ê de li gundê Um Kêf ê girêdayî bajarokê Til Koçer ji dayik bûye + +-Bawernameya wî ya amadeyî heye + +-Di serhildana Rojavayê Kurdistanê li sala 2004an de piştgiriya Kurdan kiribû + +Hediye Yûsif kî ye? + +-Di 7ê tebaxa 1972yan de li gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarê Dêrikê ji dayik bûye. + +-Seroka Yekîtiya Star a ser bi Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) bû. + +-Di 16ê nîsana 2010an de li Efrînê hatibû girtin. + +-Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî 3 salan di zindanên rejîmê de girtîbû. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik tekez dike ku gerîlayên PKKê çekên xwe dananin. + +Cemîl Bayik di gotarekê de dibêje ku ";gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ti caran êrîşî ti kesî nekiriye, lê bêdengiyeke mezin ji aliyê hêz û dewletên herêmî û yên cîhanî li hember êrîşên li ser wan heye";. + +Bayik diyar dike ku ";heta gelê Kurdistanê negihêje azadî û demokrasiya xwe û bi êrîşan re rûbûrû bin, ew çekan dananin û kesên ku dibêjin gerîla wê çekên xwe deyne xewinan dibîne";. + +Hevserokê KCKê tîne ziman ku ";Tirkiyê ne tenê li nav welatê xwe li ser Kurdan siyaseta antîdemokratîk dimeşîne, lê li derve jî heman siyasetê bi ser gelê Kurd birêvedibe";. + +Bayik Tirkiyê bi wê yekê tometbar kir ku ";piştgriya çeteyan li dijî Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze gelê Kurd li wê derê bi wan hêzên qirêj bitewînin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê perçebûnê naxwazin lê pêwîste mafên xwe yên neteweyî bistîne. + +Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş îro di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku ";eger Kurdên Bakurê Kurdistanê perçebûna Tirkiyê bixwestana ew nedikirin namzedê serokomariyê";. + +Demîrtaş herwiha tekez kir ";wan ti bazartî bi AKPê re nekirine ku ewê di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgiriya û namzedê AKPê Receb Teyib Erdogan bikin";. + +Hevserokê HDPê destnîşan kir ku ";pereyên ku AKPê li ser kampaniyên hilbijartina Erdogan xerc dikin bi sed qatan ji pereyên ku ew li ser kampaniya xwe xerc dikin zêdetir û li vê derê bêdadiyeke mezin heye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, Ahmet Turk êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî xelkê herêma Kobanê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. + +Ahmet Turk di hevpeyvîneke rojnamevanî de balkişand ser şer û pevçûnên li derdora herêma Kobanî di navbera YPG û DAÎŞê de û got: "Eger ez ciwan ba, ezê biçûma Kobanê û di nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAÎŞê minê şer bikira." + +Herwiha Turk ragihand ku pêgeha Kerkûkê li cem Kurdan çibe ";Divê ya Kobanê jî wiha be."; + +Hevşaredarê Mêrdînê bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû rêxistinên Kurdan kir ku ";Nakokiyên xwe yên siyasî danin aliyekî û dest bidin hev di berxwedana Kobanê de."; + +Ahmet Turk diyar kir jî ku ";Eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û ez dui temenê xortaniyê de ba ezê biçûbama Kobanê, û li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên kujer, minê şer bikiriba." + +Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî di sînorê daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin û divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire. + +Turk herî dawî got "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya kurdan kir ku di nava feraseta yekîtiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrên Kurd li Bexdayê ragihandin ku êdî ewê tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nebin. + +Wezîrên Kurd li Bexdayê îro di kongreyeke rojnamevaniyê de boykotkirina civînên encûmena wezîrên Iraqê ragihandin. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys di kongreyê de got ";Niha Iraq di krîzeke gelek metirsîdar re derbas dibe û rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê û paşmayên baesiyan tê, lê serokwezîrê Iaqê gefên tund li Herêma Kurdistanê dixwe û bi cihê teror û navenda DAÎŞê bi nav dike";. + +Şaweys herwiha got ";Ji ber vê yekê em wek wezîrên Kurd hemû civînên encûmena wezîrên Iraqê boykot dikin û êdî em tevlî civînan nabin";. + +Cîgirê serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ev rewşa niha di rêya rêkeftina navbera aliyên siyasî re tê çareserkirin. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî duh çarşemê di gotara xwe ya heftane de Herêma Kurdistanê tometbar kir ku ";bûye navendek ji bo civînên terorîstan";. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hewldana Partiyeke Kurdistanî, piştgiriya xwe li hember biryara referandomê ya ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihandiye û ev yek li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz kiriye û ji hemû kurd û Kurdistaniyan xwestiye, pişta vê gava dîrokî bigirin. + +Komîteya Amadekar a Hewldana Partiyeke Kurdistanî, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, hewlên Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bona destnîşankirina roja referandomê ya ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê û cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê wek gaveke dîrokî nirxandiye û ev yek li Barzanî û hemû gelê kurd pîroz kiriye. + +Naveroka daxuyaniyê wiha ye: + +";Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî, +Em piştgiriya referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin +Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî Parlemena Kurdistanê civiya. Parlemena Kurdistanê dê demekê tesbît bike ku ji bo li Kurdistanê referandomeke ji bo serxwebûnê bê lidarxistin.Herweha ji bo pêkanîna maddeya 140ê jî dê referandomek din pêk were. Em bi hestên Kurdistanî pêşewaziya van her du biryarana dikin. +Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî ,bi hemahengi û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryarana dikin. Serxwebûn mafê miletê me yê rewa ye. Êdî ti qanûn û şert û merc nikare vê niheqiya navneteweyî berdewam bike. Êdî ev kirasa ji miletê me re û her weha ji rastiya herêmê û dinê re teng tê. Em li her çar perçeyên Kurdistanê mafê çarenûsê ya miletê Kurd, mafê dewletbûna Kurd û Kurdistaniyan diparêzin. +Hewldana Partiyeke Kurdistanî bi hemû coş û hestên xwe yên Kurdistanî piştgiriya biryara referandomaserxwebûnê dike.Emê bi rêzdarî pêşewaziya biryar û îradeya gele xwe bikin. +Piştgirîkirina vê gava dîrokî wekî wazîfeyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyane. Ji bo piştgirî û lêxwedîderketina vê gava birayên me yên başûr, em bangî hemû hêzên neteweyî dikin ku çalakiyan li dar bixin.Roj roja yekitiyê û lêxwedîderketina dewleta me ya Başûrê Kurdistanê ye. +08.07.2014 +Bijî yekitiya hêzên neteweyî +Bijî mafê çarenûsi ya miletê Kurd +Bijî Kurdistan"; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand ku ew ji biryara referandomê paşde venagerin û li ser vê yekê ji ti kesî jî destûrê nastînin. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya. +Di civînê de ku bi mebesta şirovekirin û ragihandina bûyer û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat sazkirin, Barzanî behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha ";bihêztirbûna terorîstan"; kir û ev yek wek metirsiyekê nirxand. +Barzanî wiha got: ";Şerê li dijî terorê pêwîstî bi hewlên hevbeş ên navdewletî ye û niha jî çekdar û terorîstan ji Reqqaya Sûriyê heta nêzîkî Bexdayê xistine bin kontrola xwe."; +Li gorî daxuyaniya civînê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî diyar kir, piştî ku artêşa Iraqê li hember DAIŞê şiket Malikî ji bona veşartina wê şikestê dixwaze tohmetên bêbingeh li Herêma Kurdistanê bide, ev jî di demekî de ye ku berpirsê têkçûna rewşa Iraqê serokwezîrê Iraqê bixwe ye. +Li ser gef û tohmetên ku Malikî li dijî Hewlêrê avêtiye holê, Barzanî têkez kir ku Hewlêrê her dem cihê wan welatî û mexdûran bûye ku ji destê dîktatoriyê reviyane û niha jî nêzîkî milyonek û 200 kesan reviyane Herêma Kurdistanê û wiha anî ziman: ";Li şûna ku Malikî erkên xwe li hember vê rewşê bicîh anîba û spasiya Herêmê kiriba û behsa alîkariyê kiriba bi vî rengî tohmetan li Herêma Kurdistanê dide."; +Serokê Herêma Kurdistanê, li ser wê tohmeta ku tê gotin Kurdistanê Iraq perçe kiriye ragihand ku binpêkirina destûrê, siyaseta dîktatoriyê, despotism û piştguhxistina gelên din Iraqê perçe kiriye nek Kurdistanê, jixwe destûr bi awayekî vekirî behsa vê yekê dike ku pêbendî bi destûrê yekitiya xaka Iraqê diparêze û rayedarên Bexdayê bi dehan caran destûr binpê kirine."; +Derbarê siyaseta Herêma Kurdistanê li hember rewşa nû de jî Barzanî got, piştî bûyerên Mûsilê û kirîza nû, Herêma Kurdistanê bi du şêwazan kar dike; ya yekê ew e ku alîkariya birayên şîe û sunnî dike da ku arîşeyan xwe çareser bikin û pêvajoya siyasî biser bikeve, ya din jî rijdbûna li ser destnîşankirina mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê jî mijûlî dîtina rê û rêbazên cîbicîkirina vê yekê ye. +Mesûd Barzanî, her wiha têkez kir ku ji vê biryarê paşde venagere û gelê Kurdistanê jî ji bona diyarkirina qedera xwe ji ti kes û aliyekî destûrê nastînin. +Li ser madeya 140 a destûra Iraqê û Kerkûkê jî Barzanî got, hêzên Pêşmerge ji bona parastina xak û gel li hember êrişên terorîstan li wan deveran hatine binecîhkirin û ti carî jî venakişin. +Barzanî li ser qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî got, tenê qonaxa referandomê maye û emê hurmeta ra û îradeya gelê wan deveran bigirin û emê hewl bidin Kerkûk bibe sembola pêkvejiyana netewî û ayînî. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li ser destwerdana hêzên derve bi taybet helwesta Îranê li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, ti dewleteke herêmî û cîhanî nikare destê xwe bixe nav karên Kurdistanê û li şûna gelê Kurdistanê biryar bide û ji Îranê jî xwest, rastiya gelê Kurdistanê fêm bike. + +KNKê di daxuyaniyekê de li ser helwesta Îranê ya li dijî ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihnad, dewletên dagîrker her dem pirensîbên gerdûnî binpê kirine û jibilî înkarkirin û serkutkirina gelê kurd li wan beşên Kurdistanê yên di bin destê wan de ne, her dem hewl dane destê xwe bixin nav karên perçeyên din. Rêjîma Îranê jî mîna Tirkiye û rêjîmên serkutker û dagîrkerên Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê hewl daye xwe bi ser kar û xebata hemû perçeyan de bisepîne û ji ber vê jî di êrişkirin, gefxwarin, derxistina nakokiyan di nav kurdan de çi ji destê wê hatiye kiriye. + +Di daxuyaniyê de li ser helwesta Îranê ya li hember serxwebûn Kurdistanê wiha hatiye gotin: ";Eger Îran birastî alîgirê aramî û ewlehiyê ye û eger dixwaze li nav gelên herêmê de dostanî hebe divê beriya her tiştekî dest ji siyaseta serkutkirin û nemirovane ya li hember gelê Kurdistanê berde."; + +Di beşek din a daxuyaniya KNKê de hatiye ragihandin ku divê êdî Îran vê yekê fêm bike ku bi înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û terorkirina siyasetmedar, çalakvan û mirovên sivîl û kolberan li ser sînor û komkirina hêzên leşkerî li deverên Kurdistanê û topbarankirina welatiyên kurd aramî ji Îranê re hasil nabe. Serhildana beşek ji gelên Rojhilata Navîn li dijî rêjîmên serkutker û dîktator mînakek zindî ye li ber çavên Îranê û divê Îran ji vê yekê ders derbixe. Çimkî gelê kurd û gelên din ên herêmê wiqasî hişyar bûne ku êdî siyaseta dujmintiyê, bêdadiyê û zulmê qebûl nakin. + +Di daxuyaniyê de ji gelê kurd û partiyên siyasî yên Kurdistanê hatiye xwestin ku divê di demek kurt de bibin yek û xwe organîze bikin. + +KNKê, ku navenda wê li Ewropayê ye, di dawiyê de ji rêjîma Îranê û rêjîmên din dixwaze ku divê vê rastiyê qebûl bikin û li gorî wê gav bavêjin çimkî eger wisa nebe gelê Kurdistanê dê hemû rêbazên xebat û xweparastinê yên rewa bide pêşiya xwe. + +Tê zanîn, Îranê heta niha gellek caran dijîtiya xwe li hember serxwebûna Kurdistanê aniye ziman. + +Libnan (Rûdaw) - Remezaneke nû bi ser penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Libnanê derbas dibe, lê ev Remezan ne weke ya par û berî wê ye. Remezana îsal bi ser wan de tê, ku rewşa kar û xebat û ewlehiyê li Libnanê têk çûye, ji ber teqînên vê dawiyê, ku bandora wan gihiştiye jiyan û xebata xelkê ya rojane. Bi vê yekê, gellek penaberên Roajavayê Kurdistanê jî, gazindan ji nebaşbûna danûnstandina libnaniyan li gel wan, dikin. + +Penaber dibêjin ku ji ber vê rewşê, gelek ji wan bêkar mane, yan jî karên wan kêm bûye, û ew di vê remezanê de, bi zorê dikarin gepa nanê xwe peyda bikin, û malbatên xwe xwedî bikin. + +Hin penaberên din jî, derdên wan ên wekî din heye. Hin ji wan di remezanê de, hestên bêrîkirinê li cem wan zêde dibe, û dixwazin ku îro berî sibe ji biyaniyê rizgar bibin, û di nava xizm û xelkên xwe de, atmosfîra rojiyê biborînin. + +Libnanê yek ji wan welatan e ku bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê lê bi cih bûne. Penaberên kurd bi giştî li wir karker in û di pîşeyên destan de dixebitin. Penaber dibêjin ku bi guhertinên vê dawiyê, rewşa wan jî, wêran bûye, û ew nizanin ka di pêşerojê de, çi tê pêşiya wan. + +Ev ne remezana yekem e ku penaberên Rojavayî li vir derbas dikin, lê belê ev remezana yekem e, ku ew tê de rastî van zehmetiyan tên; Weku nebûn an jî kêmbûna kar, û nebaşbûna danûstandina libnaniyan li gel wan, weku dibêjin. + + +Dihok (Rûdaw) - Penaberên Rojavayê Kurdistanê ku jimareke mezin ji wan êdî bi xwe kar dikin û pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dikin, hinek caran nikarin heqdestên xwe ji xwediyên kar bistînin ji ber vê jî bigazind in. + +Sendîkeya Karkerên Kurdistanê xwe li hember karkeran berpirsiyar dibîne û doz dike ku karker hişyarî xwe bin û dema arîşeyek rastî wan hat tê bi sendîkayê re bikevin nav pêwendiyê... + +Amed (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê îro 3yemîn kongreya xwe li paytexta Tirkiyê Enqerê destpêkir. + +Di bin diruşam ";Bi Xweseriya Demokratîk Jiyana Azad Ava Dikin"; îro saet 10ê sibehê BDPê kongreya xwe ya 3yemîn li dar dixe. + +Tê pêşbînîkirin ku her yek ji Kamuran Yuksek û Emîne Ayna bibin hevserokên BDPê, her wiha dê 60 endamên rêveberiya partiyê, 30 jin û 30 mêr, jî di kongreyê de bên hilbijartin. + +Nûnerê komîteya amadekar a 3yemîn kongreya BDPê Kamuran Yuksek derbarê kongreyê de ji rojnamevana re aşkere kir ku nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan şandiye dê bê xwendin. + +Yuksek ragihand ku BDPê dê modelek nû ji xweseriya demokratî li Kurdistan û Tirkiyê ava bike. + +Berî niha parlamenterên BDPê li ser daxwaza Ocalan tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. + +Herwiha li ser daxwaza Ocalan dê BDPê di vî kongreyî de navê xwe biguhere û li bendê ye ku navê partiya navborî bibe ";Partiya Herêmên Demokratîk (PHD)"; lê kurteya wî navî dê di Tirkî de her ";BDPê"; bimîne. + +Biryar bû roja 08.06.2014 BDPê kongreya xwe lidarxistiba, lê di wê demê de birayr hatibû dayîn ku ew kongre heta roja 15 hezîranê bê paşxitin, lê di wê demê de jî bo cara 3yem hatibû paşxistin. +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî li Rojavayê Kurdistanê red dike û endamekî wê dibêje ew proje ";biryara rejîma Sûriyê ye";. + +Sekreteriya giştî ya ENKSê duh li bajarê Qamişlo civiya û nameya ku encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ji ENKSê re şandiye û tê de jê xwestiye helwesta xwe derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî de zelal bike, gotûbêj kir. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Beşar Emîn ku di civînê de beşdar bû, derbarê wê projeyasayê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ";Ew projeyasa nakeve xizmeta berjewendiyên Kurdan û armanc jê ewe ku herêmên Kurdan vala bibin. Ew projeyasa biryara rejîma Sûriyê ye";. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, ENKSê wê derbarê vê projeyasayê de nameyekê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Enûcmena Gel a Rojavayê Kurdistnê (EGRK) bişîne. +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî şeş mehan ji birrîna budceya wê ji hêla Bexdayê, pereyên nakit ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi kêmbûnê diçin. Berpirsên Kurd firotina petrolê ji bo dabînkirina budceyê, firehkirina zeviyên petrolê û kêmbûna baweriya bi hikûmeta navendî ya Bexdayê wek amrazekî bikar tînin ji bo rakişandina çavkaniyên mewdanî ji civaka navneteweyî. + +Hefteya borî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ji ajansa Reuters re ragihand: ";Em pêşbînî dikin ku rêjeya hinardekirina petrola me bibe 1 milyon bermîlên petrolê di dawiya sala 2015 de."; + +Gellek zeviyên petrolê yên mezin li navçeyên veqetandî, wek zeviyên petrolê yên Kerkûkê, niha di bin desthilata kurdan de ye. Ev jî dibe hîmê zêdekirina serweta petrolê û kişandina bala veberhênerên navneteweyî. + +Yek ji astengiyên li pêşber hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdekirina şiyana boriyên xwe yên petrolê ye ku niha tenê şiyana wan a hinardekirina 300 hezar bermîlan di her rojekê de heye. Pisporên petrolê dibêjin pêwistiya Herêma Kurdistanê bi hinardekirina 450 hezar bermîlên petrolê di her rojekê de heye ji bo qerebûkirina pişka xwe ya budceyê ku ji hêla Bexdayê hatiye qutkirin. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda li ser kêşeya hinardekirina xaz û petrolê di nakokiyê de ne. Du encamên çaverêkirî hene: yekem, hikûmeta Herêma Kurdistanê moleta fermî ji Bexdayê werbigire ji bo hinardekirina petrola xwe bi awayekî serbixwe. Duyem, yan herdu alî negihin ti peymanekê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldana wergirtina pêşekiya pereyên hinardekirina karwanên xwe yên petrolê ji kiryarên navneteweyî dide. + +Di egera duyem de divê kiryar girewa rûbirûbûnê li dijî hikûmeteke iraqî ya bihêz piştî vê qeyranê bikin û gefên Bexdayê derbarê firotina petrola Kurdistanê bê razîbûna hikûmeta iraqî piştguh bikin. + +Berî kontrolkirina Mûsilê ji hêla Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), Bexda dozeke yasayî li dijî Tirkiyê tomar kir, ji ber avakirina boriya petrolê ji bo guhastin û firotina nefta Kurdistanê bêyî razîbûna Bexdayê. + +Her çiqasî nayê pêşbînîkirin ku ev mijar di demeke nêzîk de bê behskirin jî, lê berpirsên Iraqê gefa xistina lîsta reş a her welatekî dikin ku bêyî razîbûna Bexdayê petrolê ji Kurdistanê bikirre, ev jî dibe ku redkirina wan kiryaran be ji bo hilberîna li zeviyên petrolê yên başûr. + +Weha xuya dike ku piştî kontrolkirina Mûsilê ji hêla çekdaran, kêmtir tirsa kiryaran ji gefên Bexdayê hebe. + +Li gor gotina berpirsên kurd û tirk, niha 200 milyon dolar dahata hawirdekirina petrola wan boriyan gihiştine banka Halk a Tirkiyê, lê navê kiryaran nehatine aşkerekirin. Yekemîn karwanê wê petrolê gihişte Îsraîlê ku, qet li dozên yasayî yên hikûmeta Iraqê mikur nayê. + +Ji ber nebûna peymanekê yan hevkariya navneteweyî, pêwîste firotina petrola kurdan bê zêdekirin. Di şeş mehên borî de, hikûmeta Bexdayê ti butçeyek neşandiye Herêma Kurdistanê, lewma 200 milyon dolar tibabeke pirr kêm e ji bo qerebûkirina qerzên Herêma Kurdistanê. + +Piştî qeyranan, rola çend faktoran hebû di zêdekirina xerciyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Gihiştina bi kêmanî 300 hezar penaberên Mûsilê bû sedemê kûrkirina qeyrana mirovî li Kurdistanê ku niha hejmareke pirr zêde ya penaberên sûrî û parêzgeha Enbarê lê hene. + +Niha divê pêşmerge dora 1000 kîlometran ji sînorê Kurdistanê li hember DAIŞ biparêzin. Piştî kontrolkirina navçeyên veqetandî ji hêla pêşmergeyan, niha rûbera Herêma Kurdistanê bi rêjeya dora ji sedî 40 zêde bûye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê muçeya mehane bide û xizmetguzariyên seretayî û aramiyê li wan navçeyan dabîn bike. + +Şêwirmendê berê yê NY li Iraqê Gares Stansfield dibêje dibe ku ew faktor xerciya mehane ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin 1.5 milyar dolar. Tevî zêdekirina van xerciyan, Stansfield geşbîn e ku hevbeşên navneteweyî û herêmî rê nadin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li îflasê bide. + +Li gor gotina Stansfield, qeyran dibe sedemê ";nêzîkkirina Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê."; Pêwistiya Tirkiyê bi piştrastkirinê heye li ser berdewamiya hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo misogerkirina pêdiviyên xwe ji enerjiyê. + +Stansfield got: ";Pêwîst e Amerîka mehane 1.5 milyar dolaran bide Kurdistanê, yan rê bidin ew bi xwe pereyan zêde bike ku 100 milyon dolar e ji bo her keştiyeke petrolê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e ku serokê Herêma Kurdistanê navê wî aliyê kurd aşkere bike ku dê posta serokomarê Iraqê werbigire. YNK jî li ser Malikî bûye ";du parçe."; + +Di vî warî de jî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsên pênc partiyên Kurdistanê yên sereke civiya. + +Sekreterê polîtbîroya PDK Fazil Mîranî qala beşekî ji ajendaya wê civînê kir û aşkere kir ku qala Malikî û posta serokomarê Iraqê tê de hatiye kirin: ";Her pênc partî li ser rakirina Malikî û danîna kesekî din ê Şîa di posta serokwezîrê Iraqê de yekdeng bûn."; + +Lê Nûrî Malikî bi fermî ragihandiye ku ti kes û aliyek nikare rê li ber wî bigire da ku xwe ji bo gera sêyem namzed bike. + +Fazil Mîranî got: ";Biryar e di demeke pirr nêzîk de Barzanî navê wî aliyê kurdî yê ku posta serokomarê Iraqê werdigire eşkere bike."; + +YNK dixwaze ji bo gera sêyem posta serokomarê Iraqê werbigire. Di du gerên borî de, sekreterê giştî yê YNK Celal Talebanî li ser kursiyê serokomarê Iraqê rûniştibû. + +Li gor Mîranî, vê carê jî posta serokomarê Iraqê dibe para YNK. + +Heta niha di nav YNK de her yek ji Berhem Salih, Necmedîn Kerîm û Fûad Masûm namzedên posta serokomarê Iraqê ne. Lê YNK hêj xwe yekalî nekiriye ku kî bişîne dewsa Talebanî li Bexdayê. + +Şêwirmendê polîtbîroya YNK Dilşad Ebdilrehman diyar kir ku ";şansê"; cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNK Berhem Salih, zêdetir ku wê postê werbigire û got: ";Berhem Salih ji bo posta serokomarê Iraqê baştir e."; + +Lê YNK heta niha helwesta xwe ya fermî li ser man yan nemana Malikî ji bo gera sêyem ranegihandiye. + +Endamê polîtbîroya YNK Azad Cundyanî bi rêya nivîsandina nameyekê ji bo polîtbîroya YNK qala hebûna ";du baweriyan"; di polîtburoya YNK de dike û dibêje: ";Beşek ligel e ku bi Malikî û Bexdayê re li hev bikin. Beşê din jî piştevaniya yekrêziya gelê kurd dikin";. + +Cundyanî hişyarî jî da ku ";têkdana yekrêziya kurdan"; ziyanê digihîne hemû aliyan. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, nameya Cundiyanî nakokî di polîtbîroya YNK de çêkiriye. Bereya ku dixwaze ligel Bexda û Malikî li hev bike û Necmedîn Kerîm rêberiya wê dike gotine nabe ew her tiştî qebûl bikin ku PDK û Barzanî qebûl nakin. + +Azad Cundyanî jî di wê civînê de axiviye û û gotiye: ";Nabe her tişt weha bê ravekirin ku di berjewendiya Barzanî û PDK de ye, ji xwe YNK xwîn nerijandiye da ku îro li dijî yekrêziya gelê kurd be. Me çi xêrek ji Malikî dîtiye?";. + +Li gor çavkaniyên Rûdawê, di civîna polîtburoya YNK de, li ser yekrêziya kurdan û piştgiriya Malikî kêşe derketiye. Endamê polîtburoya YNK Omer Fetah berê xwe daye endamên polîtburoya YNK, bi taybetî ewên ku piştgiriya Malikî dikin û dibêjin bila YNK bi Malikî re li hev bike, û gotiye: ";Her kesê ji xeta yekrêziya Kurdistanê derkeve xayîn û caş e";. + +Li ser naveroka wê civînê şêwirmendê polîtburoya YNK Dilşad Ebdilrehman qala helwestên Omer Fetah kir û got: ";Bi nerîna kak Omer yekrêziya gelê kurd li ba YNK hêla sor e";. + +Derbarê helwesta YNK li ser Malikî ku gelo piştgiriya wî dikin ji bo gera sêyem bimîne, Dilşad Ebdilrehman qala helwesta Omer Fetah dike û dibêje: ";Nerîna kak Omer weha ye wek YNK hêla sor li ser Malikî nebe, lê ger kurd bi hevdengî Malikî red bikin, YNK jî ji wê hevdengiyê dernekeve";. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, ew xeta ku di YNK de ligel yekrêziya gelê kurd in û dibêjin nabe YNK ji wê xetê derkeve, Berhem Salih, Azad Cundyanî, Şêx Cefer, Mehmûd Sengawî, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Rizgar Elî û Ednan Muftî ne. Lê ew xeta ku piştgiriya Malikî dike, Necmedîn Kerîm, Adil Murad û ewên ku li ser Kerkûkê ne";. + +Helwêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, şermezar dike. + +Hevpeymaniya opozîsyonê daxuyaniyek derbarê êrîşên ku ev zêdetirî heftiyekê ye ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li ser navçeyên li rojhilat û başûrê Kobanî tên kirin, belav kir. + +Di daxuyaniyê de, hevpeymaniya opozîsyonê dibêje ku ";ev zêdetirî heftiyekê ye herêma Kobanî û gundên li rojhilatê wê rastî êrîş û topbarana çekdarên DAÎŞê tên ku di encam de çend sivîl şehîd bûne û çend sivîlên din jî birîndar bûne";. + +Hevpeymaniya opozîsyonê bale dikişîne ser girtina zêdetirî 140 xwendekarên zarok ên herêma Kobanî ku li bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin. + +Hevpeymaniya opozîsyonê êrîşîn DAÎŞê li ser herêma Kobanî şermezar dike û tekîd dike ku ";ew li dijî tawanên DAÎŞê ye yên ku derheqê gelê Sûriyê pêk tîne";. + +Her di daxuyaniya xwe de, hevpeymaniya opozîsyonê diyar dike ku ";ew piştgiriya hemû hewldanên hevbeş dike ji bo parastina sivîlên li herêma Kobanî tên dayîn";. +Amed (Rûdaw)- Di doza KCKê ya Amedê de siyasetmedarên Kurd Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun serbest hatin berdan û di dozê de girtî neman. + +Rûniştina doza sereke ya KCKê ku jê 2 girtî û bi giştî 175 siyasetmedar tên darizandin, di 2yemîn dadgeha cezayê giran a Amedê de hat dîtin. + +Her du siyasetmedar û parêzerên wan beşdarî rûniştina dadgehê bûn û parêzeran xwestin ku muwekilên wan bên berdan. + +Li gor nûçeya DÎHAyê, di rûniştinê de desteya dadgehê biryar da ku Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun serbest bên berdan. + +Bi vê yekê jî di doza KCKê ya Amedê de hemû kes serbest hatin berdan û ti girtiyên wê dozê di zindanê de neman. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan name ji serokomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandin û xwest kongreya neteweyî ya Kurd bilez pêk were. + +Duh pêncşemê, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyal Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder serdana girava Îmraliyê kirin û hevîdtin ligel Ocalan pêk anîn. + +Di hevdîtinên de Ocalan 2 name şandin, yek ji bo Talebanî û ya din ji bo Barzanî. + +Derbarê her du nameyan de, Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Talebanî de li rewşa wî pirsiye û ";keyfxweşiya xwe aniye zimane ku tenduristiya Talebanê ber bi başiyê ve diçe";. + +Onder ji malpereke nêzîkî PKKê re got ku ";Di her du nameyan de Ocalan destnîşan kiriye ku bûyer û pêşketinên dawî wiha dixwazin ku kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan bilez pêk were";. + +Bi gotina Onder, Ocalan xwest ";hewldanên di mijara kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan de demek ji ya din zûtir biçin serî";. +Enqere (Rûdaw)- Li Enqerê, ciwanên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) êrîşî ekîba Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û qedexekirin ku ew beşdarî kongreya BDPê ya asayî bibin. + +Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî diyar kir ku ";wan serê vê sibê xwestin 3yemîn kongreya BDPê romal bikin, hinek dîmen jî girtin, pişt re ciwanekî ku di kongreyê de wezîfedar bû, nêzîkî ekîba Rûdawê bû û ji wan xwest ku ji salonê derkevin, ew derxistin derveyî salonê";. + +Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku ";dema ku kameramanê Rûdawê xwest ji derve dîmenan bigire, ciwan li dora serê wî kom bûn û êrîşî kirin, dijûn û xeberên xerab gotin";. + +Hejmara ciwanên BDPê li dora serê ekîba Rûdawê kom bûn û ew tehdîd kirin û gotin ";Hûn xayîn in, cihê xayînan li vir tine ye, hûn bi emrê DAÎŞ nûçeyan çêdikin... eger hûn ji vir neçin emê bi zorê we ji vir bi dûrxînin…";. + +Ji bo ku pirsgirêk dernekeve, ekîba Rûdawê ji salona kongreya BDPê bi dûrket û vegeriya ofîsa xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAÎŞê de li bajarokê Celewlayê berdewam e û xelkê bajarokê di rewşeke xirab de jiyana xwe derbas dikin. + +Rêveberê bajarokê Celewlayê Enwer Hisên Mîkayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku: ";Şerê navbera Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê li Celewayê berdewam e. Heta niha taxên Tecnîd û Wehde di destê DAÎŞê de ne û her du tax cihekî stratejîk in";. + +Mîkayil diyar kir ku ";ji ber ew du tax di destê DAÎŞê de ne, hatin û çûn û jiyan li çend taxên nêzîkî wan her du taxan metirsîdar e û gelek xirab e";. + +Rêveberê bajarokê Celewlayê herwiha got ku ji ber şer û gefên DAÎŞê niha tenê 25% ji xelkê Celewlayê li bajarokê mane û ew jî ";ji ber hejariyê mane yan jî pîr û astengdar in";. + +Enwer Hisên Mîkayil bal kişand ku ";xelkê Celewlayê îro zêdetir her demekê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, ji ber terorîstan jiyana xelkê dijwar kiriye û di rêya nîşançiyan re sivîlan dikine armanca xwe";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku ";kenê mirov"; bi daxuyaniya îro ya wezareta petrolê ya Iraqê tê ku tê de gef li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Kerkûkê xwariye. + +Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re bersiva daxuyaniya wezareta petrolê ya Iraqê da. + +Wezareta petrolê ya Iraqê daxwaz ji wan Kurdan kir, ku ew bi ";Kurdên aqil"; bi nav kiribû, hêzên pêşmerge ji bîrên petrolê yên Kerkûkê bikişînin û hişyarî da ku ";eger ev yek pêk neyê dê encamên wê xirab bin";. + +Dizeyî bersiva wê daxuyaniyê da û ji Rûdawê re got ";Kenê mero bi van gotinan tê, ji ber di rastiyê de yên bi aqil em in ne ew kes û alî ne ku Iraq xistine vê rewşa dijwar a ku îro tê re derbas dibe";. + +Wezareta petrolê ya Iraqê hêzên pêşmerge tometbar kiribûn ku ";karmendên Ereb ji bîrên petrolê yên Kerkûk û Bay Hesen derkirine";. + +Lê Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek red kir û got ";Ne em in ên ku siyaseteke şovînî pêk tînin û ti carî jî em vê yekê nakin";. + +Îlam (Rûdaw) – Li bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kes di encama lêdana dûpişkê de can dan. Xelkê deverê rayedaran bi xemsariyê tohmetbar dikin. + +Li başûrê parêzgeha Îlamê bi taybet li bajarê Avdananê ji ber germiya zêde dûpişk tijî ne û li gorî xelkê wê deverê li gorî par zêdetir jî bûye. + +Duh li bajarokê Mormorî yê Avdananê dûpişkê li keçeke biçûk da lê ji ber tinebûna derzî û dermanên pêwîst dema dibirin nexweşxanê di nîvê rê de can da. + +Her wiha li gorî agahiyên xelkê deverê, çend roj berê li gundê Avhinarê yê girêdayî devera Mormorî ya Avdananê dûpişkê li xortekî da lê ji ber tinebûna derzî û derman her wiha ambulansê wî xortî can da. + +Bavê wî xortî li ser mirina kurê xwe got, kurê min bû qurbanê xemsariya rayedarên tenduristiyê çimkî ti tiştek li vir tine ku me li hember her cure nexweşî û belayên sirûştî biparêze. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Amarê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, niha li Başûrê Kurdistanê 8 milyon û 132 hezar niştecî ne ku 21% jê genc in. + +Rêveberê Amara Silêmaniyê Mehmûd Osman, ji Rûdawê re got, rêjeya zêdebûna nifûsê li cîhanê de 1.6% e lê li Rojhilata Navîn û Iraqê rêjeya zêdebûna nişteciyan 3% e, ev jî tê wê wateyê ku şêwaza zêdebûna nişteciyan li Rojhilata Navîn pîramîdî (hêrem) ye lê li Başûrê Kurdistanê mîna hêkê ye yanê rêjeya nişteciyên genc zêde ye. + +Mehmûd Osman da zanîn, di nav 15 salên borî de Başûrê Kurdistanê di warê zêdebûna nifûsê de ketiye pêşiya Iraqê û di warên perwerde, xizmetguzarî, kêmbûna ferqûcudahiya regezî, rewşenbîrî, ewlehî û azadiyê de ji gellek welatên herêmê baştir bûye. + +Li gorî rêveberê amara Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê ji piştî hilweşîna rêjîma Sedam Husên li Iraqê, bi awayekî berbiçav geşe kiriye û girîngiyek mezin bi gencan hatiye dayîn û di warê dabînkirina kar û jiyanê de pêşketinên mezin çêbûne. + +Mehmûd Osman da zanîn, niha li Başûrê Kurdistanê 8 milyon û 132 hezar kes niştecî ne û 21% jê genc in û temenê wan di navbera 15-24 salî de ye. + +Îro roja nişteciyên cîhanê ye. Dirûşma Netewên Yekbûyî (NY) ya îsal ";sûdwergirtin ji gencan"; e. Hejmara nişteciyên cîhanê niha 7 milyar û 180 milyon e ku 26% jê genc in. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê, di encama teqîneke xwekujî de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, îro li navbera gundê Mela Ebdullah û devera Mekteb Xalid ên girêdayî Kerkûkê teqînek xwekujî li nav komek hêzên pêşmerge de çêbû. + +Li gorî agahiyan, di teqînê de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû. + +Heta niha ti rêxistin û aliyekî teqîn negirtiye ser xwe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, Bexda bi taybet Malikî dixwaze şikestina xwe bi tohmetbarkirina Hewlêrê veşêre û got, eger Malikî nekare tohmetên ku li Hewlêrê dide piştrast bike divê bedela wê jî bide. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Hevpeymaniya Niştimanî ya Iaqê Eyad Ellawî kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê hatin axaftin û Ellawî dilgiraniya xwe li hember kûrbûna kirîza Iraqê nîşan da. + +Ellawî, her wiha diyar kir ku divê li Iraqê pîvanên lihevhatin û lihevkirinê bên cîbicîkirin û saziyên niştimanî bi awayekî bêalî bên avakirin. + +Li gorî malperê, Barzanî jî behsa rewşa Mûsilê kir û got, 6 mehan beriya rewşa niha hişyarî daye rayedarên Bexdayê û Malikî lê ti kesî guhdarî wî nekiriye û niha jî dixwazin şikestina xwe bi rêya tohmetên vala li dijî Kurdistanê veşêrin. + +Li ser binecîhbûna hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî Barzanî got, jixwe hêzên Pêşmerge li wan deveran hebûn lê piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji wan dervan vekişiyan hêzên Pêşmerge ew valahî tijî kirin, çimkî eger wisa neba niha ew dever ketibûn destê terorîstan û xelkê wan deran rastî xeter û tirsên mezin dihatin. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Iraqê jî ragihand, piştî sala 2003an daxwaza kurd ew bû ku Iraqek dûr ji nakokiyên mezhebî were avakirin lê ji ber siyaseta xelet rewşa niha derket holê û wiha axivî: ";Eger ev zihniyet û rayedarên niha li ser desthilatê bimînin wê demê Iraqê dê ji hev belav bibe."; + +Mesûd Barzanî, li ser tohmetên vê dawiyê yên Malikî li dijî Kurdistanê ku gotibû ";Kurdistan bûye hêlîna DAIŞ û terorîstan"; jî got, ev tohmet, tohmetek mezin e û divê Malikî vê yekê piştrast bike eger nekare vê yekê nîşan bide divê hesab bide. + +Barzanî, her wiha anî ziman ku diviya serokwezîrê Iraqê li hember pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, wîjdana xwe nîşan bida. + +ئیراق و سوریا د یەک هەڤ کێشەدە +روژنامەیا حەیات ئا لوندونی گوتارەکە لسەر رەوشا نها یا عێراقێ بەلاڤ دکە و تەڤگەرێن چەکداری یێن رولا خوە ل عێراقێ دبینن وتەشبیها دناڤبەرا تەجروبا سوریایێ ورەوشا نها یا عێراقێ ددە بەریەک وهەڤبەریا دناڤبەرا ئوپوزسیون ودەسەلاتێ دهەردو وەلاتان دە ، ونزیکیا دناڤبەرا هەردویان دە دیاردکە ، لێ ئەڤ یەک چەوانیا وان لڤینان دخوازە ژبوی ئەم بزانبن.. ئەڤ نڤێسەر وها دبێژە کو ئەم خوە دخاپینن دەما دبێژین یا چێدبە ل جیهانێ تەرورە ،وئەڤ تەرور دژی ئیسلام ومروڤاتیێ یان ژبو شکستا دیموکراتیەتێ یە ومەدەنیەتێ. +دیارترین کەساتیێ ئوپوزسیونا عێراقی تاریق هاشمی یە ،ئەو نها ل وەلاتێ ترکیێ د ژیت دبێژە ؛یال ڤێ داویێ ل موسلێ رودای تەڤگەرەک بهارا ئەرەبی وشورەش بو.وگوهرین درێدەیە وبەغداد دچارچوڤەیا گوهرینە هان دەیە'. و ب نەرینا وی تا کو ئەڤ پرسگرێک چارەسەربن دڤێ گوهرینەکە ریچالی ژدورخستنا مالکی را بێ کرن،. و دئاخافتنەکێ دە بو تورکیە دبێژە؛ئەس رولا داعشێ ئینکار ناکەم لێ ئەڤ نابە هەمو تشت ئاریشە یا بنگەهین مەزلومیەتا سونیانە ؛! +لیوا مەزهەر ئەل قبیسی سەرکردەیێ گشتی یێ ئەنجومەنا شورەشێ وها وەسف دکە: یا عێراقێ روددە شورەشەکە شەعبی یە ودبەرسڤەکە دە بو هەلوەستاوان ژ داعشێ دبێژە داعش لگەل بیروبوچونێن شورشگەرا ژیەک جودایە لێ تو هەماهەنگی دنێڤبەرا وان دە تونەیە .لێ سەرکردەیێ ئوپوزسیونێ عەبدولرەزاق ئەلشەمەری د بێژە:ئەم وێ دگەل شەیتانی بن بو خستنا مالیکی.! +ژ ئالیێ خوڤە شێخ ئەحمەد ئەلدەباش سەرکردەیێ ئارتێشا ئیسلامی رادگەهینە ئەڤ شورەشە کە شەعبی یە دژی هێزێن مالیکی وگوت بکارئانینا چەکێ دژی حکومەتا مالیکی کارەکی شەرعی یە..وئەڤ هەمان هینجەتا شەرعی یە یا د بەیاننامەیا یەکەتیا زانایین ئیسلامێ یا جیهانی دەرخستن کو دبێژە ئەڤ شورەشا گەلە.لێ شەیخ عەلی حاتم سوزێ ددە کو ئەگەر مالکی بمینە وی عێراق بەر ب پارچەبونێ بچە ودخوازە ریێن ئەولەکاری ئێن باش بێن دەینان بو پەنابەران وئالیکاری ژوان رە بێن کرن وتەکەز دکە شورش وێ ددەمەکە نزی دە سەربکەڤە. ئەڤ گوتارە هەمان گوتارا هێزێن ئوپوزسیونا سوریێ نە. +ئەگەر ئوپوزسیونا ئیراقێ د ڤێ د گەل هەفسێ یا خۆە ئا سوریا ب ئاخڤە. بێ گومان مالکی وێ ل سەر هەمان رێیا ئەسەدی بچە. ب ڤێ یەکێ داعشێ د کارە دیموکرافیا سونی ل ئیراق و سۆریا یێ ئازاد بکە، چونکە ل ڤان هەر دوو نافچەیان هێزێن شیعی حکومی دکن ، ژ بو ڤێ یەکێ ریخستنا دەولەتا ئیسلامی چەندین ئالیکار ژ بو خەلیفە ئەبو بکر بەغدادێ دەینانە هەیا بکارن وەکو حکومەتەکا هەڤگرتی ل هەر دوو ئالیان کار بکن ، ئالیێ یەکەم کریارێن لەشکەری ل سوریا و ئیراقێ بکە و ئا دووەم ب رێکرنا کارێن روژانە ئێن هەموەلاتیێن وان نافچێن ل ژێر دەستێ وان دە. + + +Kamiraman jinda baran +Întro +Şevên kempa domîzê mîna şevên taxê gelêrî ye li qamişlo û sernaserî rojava ne, li pêşiya deryê xwe dicivin an derdikevin çolekê di axivin ser pirsgirêkên ko raserî rojînên wa derdikevin lê di heman demê de stran û lawîk beşdarin ko carna ne ji aliyê hunermendekî tê gotin lewma deng xweş li her derê hene +ليالي دوميز كليالي الاحياء الشعبية في قامشلو و كل روجافا ,يلتقي الجيران امام ابواب منازلهم او يذهبون الى الفسحات ,يتحدثون عن المشاكل التي تعترض يومياتهم في المخيم وفي ذات الوقت الاغاني و المواويل حاضرة و لا يؤديها دائما فنانون فالأصوات الجميلة في كل مكان +Kesayet +Mehmud penaber +Cemil penaber +Emshe penaber +Leyla penaber + +text +Rok xatir dixwaze .. şev dibe mêvanê kampê..şevên havînê dilovantirin ji rojê û hênkayî ji alîkî û piraniya penaberan ko bi roj li Karin bi shev bi xelkên xwe re mijûl dibin ka çi heye çi kêmî wane û her ko arîşeyek charser dibe tişkî nû ji wan re derdikeve. +lêdwan +Ne dar ne daristan li kampê heye lewme bihinvedana wan li çolê ye dema bixwazin derkevin û ji xwe dervî kampe ji wan re na qedi biçin +Lêdwan +Stanup +Stranên şera ..lawîk û çîroka zilamê wê çawa birîndar bû û xwe bi xwe dermankir ewin axaftinên pîrê pê şevên penaberiyê diburine +Lêdwan +Çavgirtink ango berdok pêkenok û stran ew karê zaroka ye ko li hev kom dibin û penaberî ne li bîra wa ne lewma li ku bin dengê jiyanê li ba wan bilind tire +Lêdwan +Penaber dibêjin jiyan ne lîstikeke kengî bixwazin bi dawî dibe lewme sheven xwe li gel hêviya çareserkirina arîşeyên xwe .. bîranîna rojên berê û baweriya bi rojên xweştir wê werin derbasdikin.. +Peshewa behlewi rudaw kjpojvs kampa domîz + + +Kobanî (Rûdaw) - Şer û pevçûn li gundên başûr û rojhilatê Kobanê di navbera YPG û çekdarên DAIŞê de dewam dike û dîlên kurd bi kuştiyên DAIŞê re tên pevguhertin. +Rojnamevan Farûq Hacî Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê gundên başûr û rojhilatê Kobanê bi tank û çekên giran topbaran kirin lê êrişên çekdarên DAIŞê rastî bersivdayîna şervanên YPGê hatin. +Hacî Mistefa got ku niha komîteya kurdî ya bevbeş a ku ji bo pevguhertina dîlên şer hatibû pêkanîn bi DAIŞê re li hev kirine ku girtiyên Kurd û cenazeyên şehîdên YPGê yên li cem DAIŞê bi kuştiyên DAIŞê yên li cem YPGê re biguherin. +Hacî Mistefa da zanîn ku çekdarên DAIŞê cenazeyên şehîdên YPGê û herwiha her 135 xwendekarên Kurd ên girtî ligel 5 karmendên Kurd amade kirine da ku bi 20 cenazeyên xwe ligel 70 dîlên xwe yên li cem YPGê biguherin. +Farûq Hac Mistefa got ku xort ji Efrînê jî berê xwe dane Kobanê da ku li hember êrişên DAIŞê şer bikin û vê yekê hîştiye ku morala şervanên YPGê bilind bibe. +Duh jî çekdarên DAIŞ'ê gundê Kun Eftar û Aşmê yên li başûrê herêma Kobanê, bi tank û çekên giran topbaran kirin. +Di heman demê de li aliyê rojavayê herêmê çekdarên DAIŞ'ê bi tank û topên hawanê êrişî gundên Boraz û Degirman kirin. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di encama teqîneke xwekujî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. +Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, ragihand ku îşev li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê teqînek xwekujî çêbû. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, teqîn li nav xala pişkinînê ya polîs de çêbû û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn ku di nav kuştî û birîndaran de sivîl jî hene. +Hat zanîn, 5 kes jî wenda ne û nayê zanîn ka hatine kuştin yan jî hatine girtin. +Hat gotin, ji ber teqînê avahiya xala pişkinînê bi temamî hatiye hilweşandin û zirarek mezin jî gihîştiye malên derdorê. + Silêmanî (Rûdaw)- Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê dibêje, hêj pêwendiyên Îran û Başûrê Kurdistanê asayî ne. Lê berpirsên îranî ";baş dibînin Kurd hevsengiya siyasî li Iraqê dirust bikin û di hikûmeta nû de beşdar bibin";. + +Bi gotina Nazim Omer, di vê demê de ku mijara pêkanîna referendumê li holê ye, guherîn nebûye di helwesta hikûmeta Îranê de li hember hikûmeta Kurdistanê ";Ji hêla fermangeha pêwendiyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti gilî nîne, ku ji min re hatibe gotin, li hember helwesta Îranê";. + +Bi nerîna Omer, normal e ger bîr û baweriyên cihê hebin li ba karbidestên Îranê, çiku wek wî behs kir, bîr û baweriyên cihê di nav serkirdên iraqî de jî hene li ser pirsa referendumê: ";Ne serkirdên îranî û ne serkirdên me jî di vî warî de ti giliyek negihandine me wek nûnertiya Tehranê. Her du alî jî hertim ligel wê yekê ne ku hevsengî di pêwendiyan de hebe";. + +Di rojên borî de rewşeke nû ya siyasî û îdarî li Iraqê çêbû. Ew jî piştî ku çekdarên DAÎŞ li bajarê Mûsilê li dijî artêşa Iraqê dest bi şer kirin. Dû re jî gihiştin parêzgeha Selahedîn û çend qeza û deverên wê navçeyê jî kontrol kirin. + +Piştî vekişîna artêşa Iraqê ji navçeyên veqetandî, pêşmergeyan dora ji sedî 90 ji wan navçeyan xistine jêr kontrola xwe û serokê Herêma Kurdistanê di gotarekê de li parlamentoya Kurdistanê got: ";Pêşmerge ji wan navçeyan paş de nakişin";. + +Çavkaniyeke Rûdawê di polîtburoyeke partiyeke Başûrê Kurdistanê de, got: ";Heta niha îranî dibêjin pêwîste pêşmerge li dijî çekdarên DAÎŞê şer bikin. Çend caran şandên îranî ji bo vê daxwazê hatine Herêma Kurdistanê";. + +Lê Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Omer got: ";Berpirsên îranî bawer dikin ku nabe destêwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de bê kirin";. + +Niha nêrîna amerîkiyan li hember mabûna Malikî, wek serokwezîrê Iraqê, hatiye guhertin. Lê gelo îranî jî nehatine ser wê baweriyê ku pêwîste Malikî dev ji posta serokwezîr berde? + +Nazim Omer dibêje: ";Îranî tekez dikin ku ev pirseke navxwe ye û ligel biberçavgirina bîr û baweriyên hemû aliyan in. Ew dibêjin bila Şîayên Iraqê vê pirsa xwe bi xwe çareser bikin";. + +470 kîlometr sînorê Başûrê Kurdistanê bi Îranê re heye. Berî proseya azadkirina Iraqê bi çend mehan, gava amerîkiyan bi rokêtan êrişî grûpa Ensar el-Îslam li navçeya Hewraman kirin, hejmareke zêde ji serkird û çekdarên wê grûpê çûne Îranê. Berê serkirdekî Bizava Îslamî ji Rûdawê re gotibû ku hêj endamên wê grûpê li Îranê mane, lê Nazim Omer got: ";Niha li Îranê nemane û çûne";. + +Medyaya cîhanî van rojan mijûlî ravekirin û egerên ragihandina dewleta Kurdistanê ye. Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê jî nerîna xwe li ser vê pirsê dibêje ku: ";Dibe ku niha dem ne baş be ji bo ragihandina dewleta kurdî. Divê em lezê nekin";. Li ser nêrîna Îranê jî, Omer got: ";Hêj kurdan bi fermî tiştek di vî warî de ranegihandiye";. + +Niha cudahî heye di navbera boçûna Îran û Tirkiyê de derbarê diyarkirina çarenûsa gelê kurd li Başûrê Kurdistanê. Pirsyar ew e ku çima serkirdên Kurdistanê nikarîbûn îraniyan bêhtir piştrast bikin? Nazim Omer dibêje: ";Hêj Tirkiyê jî daxwaza parastina yekîtiya axa Iraqê dike."; +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kobanî yek ji herêmên sereke ye li rojavayê Kurdistanê, weke tê zanîn 3 Kurdistana rojava ji 3 herêma pêk tê, herêma Cizîrê, herêma Kobanî û herêma Efrînê. Rojavayê Kurdistanê jî, ji Dêrîka Hemko, ku li ser sînorê başûr bakurê Kurdistanê ye dest pê dike û bi Efrînê diqede. + +Xelkê Kobanî hemû Kurd in, berê hinek Ermenî hebûn, pîşesaziya herêmên di destê wan de bû, piştre ew çûne Ermenistanê, li Êrîvanê bi cih bûn. Niha hejmareke pir kêm ji Emeniyan li bajêr mane. + +Ji Kobanî, gelek ciwan tevlî PKK bûbûn, di nava gerîlayên Kurd li Bakurê Kurdistanê şehîd ketibûn. + +1-Navê Kobanî: + +Li gorî gelek jêderan navê "Kobanî" ji gotina Îngilîzî (Company) hatiye. Di salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de çêdikir, li wê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin. + +2-Sînorê Kobanî: + +Kobanî yan jî Kobanê (bi erebî: عين العرب) li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Nezîkî 160 km li bakurê rojhelatê Helebê ye, 30 km. li rojhilatî çemê Firat e. + +Firehbûna xaka kobanî (3000,23 km2) ye. Kobanî û herema deşta Suruç ê yekser bi Urfa (Riha) yê ve girêdayî ye. 100 km dûrî bajarê Urfa ye. Ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Helebê ve ye. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê (Riha) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede (Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye. + +3-Nifûsa Kobanî: + +Li gor serjimêriya 2006 nifûsa Kobanî, tevî navend û gund û nahiyan, 460 hezar bû. Her wiha 384 gundên wê hene. Lê bi destpêkirina şerê Sûriyê re, ji sala 2011 ve, hejmara xelkê herêmê dibe ku nêzîkî 650 hezar kes be, ji ber ku gelek Kurdên Heleb, Şam, Humus û Hemayê reviyane Kobanî û niha li wir bi cih bûne. + +4-Eşîretên Kobanî: + +Kobanî bi eşîretên xwe navdar e. Hemû xelkê Kobanî ji eşîretan pêk tê. Eşîreta herî mezin, Beraz in. Beraz bi xwe weke konfedrasyona Eşîretan e, di nava wê eşîretên weke Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Dinnan, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mi'ef, Pîjan, Bêskan û gelek eşîretên din jî hene. + +Berazî heta bi Ruha, Mereş, Entab û Erzrûmê belav bûne. + +Mezinê eşîreta Berazan, Bozan Beg û Hirço bûn. Bozan Beg di dema xwe de parlamenterê Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Biraziyê Hirço, Şahîn Beg, di salên 50yan de li Şamê parlamenter bû. Hirço yek ji damezrênerên Komeleya Xuybûn bû. + +5-Aboriya Kobanî: + +Piranî gelê Kobanî bi çandinî û xwedîkriina ajelan re mijûl dibe. Wek: Pembû, genim, nîsk, nok, Kemûn, ceh, kuncî, garis(misir), kemûn û gelek tiştên din. + +Van salên dawiyê jî çandiniya daran (fistiq, mişmiş "qeysî", Tirî, henar, hêjîr û tiştên din) pêşketiye. + +Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet(Xeraze) naskirî ye. + +7-Kevneşopên Dîrokî: + +Li Kobanî gelek kevneşopên dîrokî, weke şikeft, nexşên li ser keviran, hatine dîtin. 2 şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê, ji bo bajarê Reqqa hatine vegihestin ku ew niha di destê DAIŞ de ne. + +Di Çiyayê Miştenûr de jî gelek şkeftên dîrokî hene, şikefta herî bi nav û bang jî, şikefta Qîzîkan (Keçkan) e. + +8-Gundên di bin destê DAIŞ de + +Zormigar: 42 km dûrî Kobanî ye + +Beyadiye: 39 km dûrî Kobanî ye + +Ziyaret: 40 km dûrî Kobanî ye + +Di heftiya borî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku 3 gundê din li rojhilatê Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê de. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê cenazeyên fermandar û şervanekî din ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di şerê li herêma Kobanî de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê. + +Duh cenazeyê fermandarê YPGê Fazil Kapalak ku bi navê Kendal Dewran dihat naskirin, ji aliyê bi hezaran kes ve li Colemêrge hat veşartin. + +Kendal Dewran di 8ê tîrmehê de li gundê Ebû Sura yê li rojhilatê Kobanî di encama êrîşa çekdarên DAÎŞê de jiyana xwe ji dest da. + +Li aliyê din, şervanekî YPGê bi navê Mistefa Ezîz Arslan ê ku di şerê li herêma Kobanî de birîndar bûbû û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyê Mistafa Azîz Arslan ê ku bi navê Denîz Cudî dihat naskirin, li Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kes ve bi xakê hat spartin. + +Denîz Cudî di şer û pevçûnên navbera YPG û DAÎŞê li gundê Zormixarê yê li rojhilatê Kobanî de birîndar bûbû û li Rihayê dihat dermankirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) nameyekê derbarê projeyasaya ximzeta leşkerî ya icbarî ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) re dişîne. + +Endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku heta niha nameya ENKSê ya derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî de ji bo EGRKê nehatiye şandin. + +Derbarê naveroka nameyê de, Yûsif got ku ";wan wek ENKSê biryar daye ku berî name bigihêje destê EGRKê ewê naveroka nameyê aşkere nekin";. + +Lê derbarê helwesta ENKSê ji projeyasya xizmeta leşkerî de, Yûsif ragihand ku ";her pêwendî û karekekî hevbeş di navbera her du encûmenan de divê tenê li ser bingeha xalên rêkeftina Hewlêrê bin";. + +Yûsif tekez kir ku ";rêkeftina Hewlêrê take lêvegere di navbera her du encûmenan de û her karekî li derveyî xalên vê rêkeftinê ew îtîrafê pê nakin";. + +Berî niha şandeke encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ligel serokê ENKSê civiyabû û jê xwestibû ku ENKSê nêrîna xwe derbarê projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî li Rojavayê Kurdistanê de zelal bike. + +Ew projeyasa di nav endamên encûmena yasadanînê de tê gotûbêjkirin, lê heta niha nebûye yasa û neketiye pratîkê. + +Endamê serkreteriya giştî ya ENKSê Beşar Emîn ku di civîna roja pêncşemê ya ENKSê de beşdar bû, ji Rûdawê re diyar kir ku ";ew wê projeyasayê qebûl nakin"; û got ku ew proje ";biryara rejîma Sûriyê ye";. + +ENKSê ku ji çend partî û rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê, ";îtîrafê"; bi rêveberiyên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend hevlabendên wê ve hatiye avakirin, nakin + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa ragihand ku Kurd dê bi merc gotûbêjan ligel Iraqê bike û ";Divê Bexda li rewşa nû têbigihe."; +Piştî kontrolkirina kêlgehên petrolê li sînorê Mexmûr û Kerkûkê ji aliyên Hêzên Pêşmerge ve, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa got ku ";Divê Bexda li rewşa niha ya ku Iraq tê de dijîe, têbighe."; +Felah Mistefa diyar kir ku, serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê ji destpêka vê salê ve dest bi birrîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê kiriye ";Lewma em jî neçarin karê xwe bikin bo peydakirina mûçeya xelkê Kurdistanê."; +Derbarê egera danûstandinan ligel Bexadyê, Felah Mistefa aşkere kir ku ";Kurd tenê bi merc dikare danûstandinan ligel Bexadyê bike, ew merc jî dayîna wan deynan e ku ji budceya Herêma Kurdistanê hatine birrîn, herwiha ew ên ku peywendiyên wan bi petrolê ve hene."; +Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand jî ku ";Bi ti awayekî Kurd neamadeye biçe rewşa Iraqê berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve."; +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina bi navê ";Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ)"; îro serê sibehê dest danîn ser gundê Çil Oxlî li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê. + +Serokê Komeleya Parêzerên Kobanî Mistefa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî çekdarên DAÎŞê bi tankan gundê Çil Oxlî topbaran kirin û di encama topbarana tund de şervanên gund paşve kişiyan";. + +Îsmaîl da zanîn ku ";şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPGê di gund de tine bûn û tenê gundiyan bergirî li gundê xwe dikirin";. + +Li gor zanyariyên ku parêzer Mistefa Îsmaîl ji Rûdawê re gotine, di encama şer û pevçûnan li gundê Çil Oxlî de hemwelatiyê kurd Elî Îsmaîl birîndar bûye lê ti kes ji şervanên gund şehîd nebûye";. + +Îsmaîl diyar kir ku ji ber gund nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye piştî vekişîna ji gund, gundî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. + +Ev zêdetirî heftiyekê ye şerê di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê li rojhilatê Kobanî berdewam dike. Roja pêncşemê DAÎŞê dest danî ser gundên Evdukê, Kendal û Girê Sor li rojhilatê Kobanî. + +Bi vê yekê 6 gundên Kurdan li herêma Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê. + +Her sê gundên din ên di destê DAÎŞê de bi navê Zormigar, Beyadiye û Ziyaret li rojavayê Kobanî ne. + +Li gor amarên YPGê, heta niha di şerê li rojhilatê herêma Kobanî de zêdetirî 100 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 16 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. +Hewlêr (Rûdaw)- Boriya ku petrola Kerkûkê bi boriya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ve girêdide, 35 km dirêj e. +Ew borî li navçeya Dubiz a Kerkûkê destpêdike heta ku digihe boriya hinartina petrola Xurmele li parêzgeha Hewlêrê. + +Ew borî dikare di rojekê de yek milyon bermîl petrol bişîne derve. + +Tora Medyayî ya Rûdawê yekem care vîdyoya wê boriya petrolê belav dike. + +Şarezayê petrolê Ferhad Hemze ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gor rûpîvan, heta niha 10 milyar bermîl petrola yedek di bin axa Kerkûkê de heye. + +Li gor rûpîveke kompanya Shell, yedekê petrola Kerkûkê 40 milyar bermîle, lê niha tenê dikare 10 milyar bermîl bi kar bîne. +Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî dora saet 2, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê avêtin ser taxên Wehde, Cemahîr û Tecnîdê yên bajarokê Celewlayê ku ev demeke çekdarên DAÎŞê tê de bi cî bûne. Niha bi tenê taxa Tecnîdê di destê çekdaran de maye û ji aliyê pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin. + +Fermandarê lîwaya 3 ya bejayî û hêzên piştgiriya 2 yên pêşmergeyên Kurdistanê Hisên Mensûr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";ew hemû curên çekan bi kar tînin";. + +Mensûr herwiha got ";Şer li Celewlayê berdewam e û pêşmerge pêşdikevin, piraniya taxan hatine paqijkirn û niha hemû çekdar li taxa Tecnîdê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine dorpêçkirin";. + +Li gor amarên nexweşxaneyên hawarçûnê li Xaneqîn û Kelarê, di şerê li Celewlayê de 26 pêşmerge birîndar bûne û 3 pêşmergeyên din şehîd bûne, herwiha ziyanên mezin gihiştine çekdaran. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di şerê li Celewlayê de gelek çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne, herwiha beşek ji wan çekdaran reviyane bajarokê Seidiye. + +Balfirên şer ên artêşa Iraqê jî çend navendên çekdarên DAÎŞê li nêzîk Seidiye bombebaran kirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir ku çekdarên DAÎŞê ew çekên artêşa Iraqê yên li Mûsilê dest danîbûn ser li dijî herêma Kobanî bi kar tînin. + +Mislim ku bi xwe xelkê herêma Kobanî ye, got ";Çekdarên DAÎŞê hin çekên giran ên artêşa Iraqê ku dest danîbûn ser, derbasî herêma Kobanî kirin û niha wan çekan li dijî me bi kar tînin";. + +Salih Mislim aşkere kir ku di nav van çekan de tankên bizirx, topên hewanê û çekên giran ên din hene û got ";Bi taybetî em li hemberî wan tankên bizirx pir dikevin tengasiyê. Em di bazara reş de teqemeniyên li dijî tankan û çekên giran dikirin";. + +Hevserokê PYDê di daxuyaniyekê de ku ji ajansa Anadolu re daye, ji bo şerê li dijî DAÎŞê daxwaza alîkariya navdewletî kir. + +Mislim derbarê daxuyaniya serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî ya li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê de, got ";Heke referandûm bê kirin emê rêzê nîşan bidinê. Biryara ku gel dide girîng e lê kesên ku bi serxwebûnê difikirin divê gelek tiştan hesab bikin";. + +Mûsil (Rûdaw) – Berpirsê Liqa 14 a PDKê li bajarê Mûsilê, Serbest Babîrî ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji awareyên bajarokê Tileferê re ku pirraniya wan turkmen in, kampekê ava bike. + +Piştî ku bajarê Mûsilê û bajarokê Tileferê yê girêdayî Mûsilê ket bin destê çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê, bi hezaran xelkê wan deveran bi taybet bi sedan malbatên turkmen ên Tileferê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û deverên ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne. + +Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê Serbest Babîrî, ji Aayê re got, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampekê ji awareyên turkmen ên li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê re ava bike. + +Serbest Babîrî, da zanîn ku Heya Sor a Tirkiyê û gellek saziyên din alîkariyên mirovî dişînin awareyan re û tiştên ku tên şandin jî bi awayekî wekhev tên dabeşkirin ji ber wê jî bila dilê her kesî di vî warî de rihet be. + +Bajarokê Tileferê, roja 16ê Hezîrana îsal ket destê DAIŞê û ji ber wê jî nêzîkî 50 hezar turkmenên bajêr berê xwe dan bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê. + +Li gorî wî berpirsê PDKê, turkmenên şîe yên ku şiyana wan hebû çûn bajarê Kerbela û Necefê yên Iraqê û yên ku nekarîn herin wan deran li vir man. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hewldana Partiyeke Kurdistanî ya Bakûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi helkefta 25. salvegera terorkirina Dr. Abdurrehman Qasimlû ji aliyê rêjîma Tehranê ve ragihand, Îran niha jî bi awayekî dujminane dijîtiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike. + +Sibê 25emîn salvegera terorkirina Sekreterê Giştî yê PDK-Î ya Rojhilatê Kurdistanê, Dr. Abdurrehman Qasimlû ye. + +Komîteya Amadekar a Hewldana Partiyeke Kurdistanî jî bi vê helkeftê daxuyaniyek belav kiriye û nusxeyek jî ji Rûdawê re hatiye şandin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye: + +";Em Dr.Abdurrehman Qasimlû bi giramî bibîr tînin + +Dr. Abdurrehman Qasimlû 25 sal berê, di roja 13.07.1989an de, ji aliye dewleta Îranê ve li Viyanayê hate qetilkirin. +Qetil kirina Dr. Qasimlû, êrîşeke ku ne tenê li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû. Ew êrîşa li dijî doza neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê bû. +Dr. Qasimlû, bi zanebûna xwe, bi tecrûbeyên xwe, bi têkiliyên xwe yên navneteweyî ji bo hemû Kurdan rêberekî hêja û pişteke xurt bû. +Dr. Qasimlû, ji bo çareserkirina pirsa Kurdistanê ligel Dewleta Îranê guftûgoyên xwe jî didomand. Di pêvajoya van guftûgayan de, di hevûdu dîtineke li gel nûnerên Komara Îslamî ya Îranê de ji aliye îstîxbarata Îranê ve bi awayekî dijminane, bi awayekî ne mirovane bi sûîqastekê hate qetilkirin. Ligel Dr. Qasimlû, Ebdulla Qadirîazer nûnerê PDKÎ li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl ê ku kurdê başûr bû jî hatibûne şehîdkirin. Mixabin heta îro jî dewleta Awûstûryayê (Nemsa) ew kes û hêzên ku ev sûîqasta pêk anîne dernexistiye holê, derbarê wan de ti doz venekiriye. +Dewleta Îranê piştî Qasimlû jî li dijî doza neteweyî ya miletê me êrîş û qetlîamên xwe ranewestandiye. Piştî Dr.Qasimlû , Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî bibû Sekreterê Giştî yê PDK-Î. Dewleta Îranê di sala 1992an de jî, Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî û 2 hevalên wî li Berlînê bi êrîşeke çekdarî qetil kiribû.Îro jî dewleta Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd didomîne.Rojane bi dehan ciwanên Kurd îdam dike. Li hember daxwaza mafê serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi awayekî dijminane helwestê digire. +Dîroka miletê me bi dehan caran îspat kiriye ku bi jenosîd û qetlîam û bi îxanetan doza Kurd û Kurdistanê ranewestiyaye. Ew alaya ku Dr. Qasimlû û şehîdên Kurdistanê bi rûmetî hilgirtibûn , îro li Başûrê welatê me, bi serfirazî li ser Parlemena Kurdistanê diheje. Îro gele me yê Başûr ber bi serxwebûnê ve dimeşe. Eve berhema ked û emeka hemû Kurdistaniyên li her çar perçeyên Kurdistanê dijîn, e. +Dr. Qasimlû û hemû şehîdên Kurdistanê! bila çavê we li dûv we nemîne. Doz û ala we di destên nivşên nû de ber bi serfiraziyê ve dimeşe. +Em di 25 saliya şehîd bûna Dr. Qasimlû de, wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û bi hestên Kurdewarî bibîr tînin. + +12.07.2014 + +Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî"; + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku hikûmeta Iraqê qet xwe li hember rewşa penaberên iraqî yên li Herêma Kurdistanê berpirsiyar nabîne lewma divê civaka navdewletî zêdetir derkeve pêş. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Konsulê Îtaliya yê Herêma Kurdistanê Karmîlo Fîkara re rûnişt. + +Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Karmîlo Fîkara li ser rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Romayê gotûbêj kirin. + +Li gorî malperê, Barzanî li ser rewşa Iraqê û kirîza ku niha pêsîra Iraqê girtiye, kir û got, Iraq ji piştî ketina bajarê Mûsilê êdî Iraqkeke cuda ye û ne mîna Iraqa berî van bûyeran e. + +Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku li Herêma Kurdistanê gellek penaber û aware hene û pirsgirêkên giran di vî warî de hene lê mixabin hikûmeta Iraqê xwe li hember vê yekê berpirsiyar nabîne ji ber wê jî divê civaka navdewletî zêdetir derkeve pêş û alîkariya penaberan û hikûmeta Herêma Kurdistanê bike çimkî hikûmeta Kurdistanê bi tenê nikare van arîşeyan çareser bike. + +Serokwezîr Barzanî da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çavekî li hemû penaberên dinêre û ti ferqekê naxe navbera pêkhateyên ayînî, netewî û mezhebî. + +Konsulê Îtaliya Karmîlo Fîkaro jî ragihand ku Îtaliya girîngiyek mezin dide pêwendiyên Hewlêr û Romayê û got, em pir girîngiyê didin pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî bi Kurdistanê re bi taybet di sektora taybet de û ji bo vê jî em alîkariya wan welatiyên îtalî dikin ku dixwazin li vir bazirganî û çalakiyên aborî bikin. + +Li ser rewşa penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê jî Karmîlo Fîkaro got, her çawa ku Îtaliya beriya niha alîkariya penaberan kiriye niha jî li ser vê yekê berdewam e û da zanîn, niha li Herêma Kurdistanê 7 saziyên sivîl ên NGO di vî warî de kar dikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Bi helkefta bîst û pêncemîn salvegera terorkirina Dr. Ebdurrehman Qasimlû, Tora Medyayî ya Rûdawê hinek wêneyên wî yên ku heta niha nehatine belavkirin, belav dike. + +Wêneyên nû yên Dr. Qasimlû ji arşîva taybet a dîroknas û mamostayê dîrokê û hevalê nêzîk yê wî, Dr. Karel Jech gihîştine Rûdawê. Ev wêne di heyana jiyana Dr. Qasimlû li wlatê Çêkê hatine kişandin. + +Dr. Karel Jech, mamostayê rojnamevanî û dîroka nû bû. Sala 1929an hatiye dinê û li sala 2012an jî wefat kiriye. Destûra belavkirina van wêneyan ji aliyê hevjîna Dr. Karel Jech, Kivêta Yêxova û dostê kurdan ê bi navê Pîter Kobalk ve hatiye dayîn. + +Hinek ji van wêneyan di navbera salên, 1950, 1953, 1955, 1980 de hatine kişandin. + +Dr. Qasimlû û Dr. Karel Jech + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Hewlêrê ragihand, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe jî mukir hat. + +Îro li bajarê Hewlêrê dayîkek û keça wê ji aliyê xortekî 15 salî ve hatibûn kuştin. + +Piştî 6 saetan tohmetbarê kuştina wan her du kesan hat girtin. + +Li ser vê bûyerê, berdevkê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe mukir hat. + +Karwan Ebdulkerîm, da zanîn, wî tohmetbarî çûbû mala wê dayîkê û xwestibû dest bavêje wê lê dema jinkê nehîştiye, bi kêrê ew kuştiye û ji bona veşartina sûcê xwe keça wê ya biçûk jî kuştiye. + +Li gorî agahiyên berdevkê polîsê Hewlêrê, derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin. + +Hat zanîn, temenê wê jina ku hatiye kuştin 23 sal û zaroka wê jî 3 sal bû û temenê tohmetbar jî 15 sal e. +Kobanî (Rûdaw) - Sîpan Hemo, jermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, ku yek ji rêxistîtirîn hêzên şerker e li Sûriyê. YPG, ku li Rojavayê Kurdistanê binecîh e, di 2 salên borî de şerê grûpên îslamî kir û kontrola asayişa navçeyên bin destê xwe kir. +Ev hêza kurdî di şerekî giran de ye ligel grûpa DAIŞê, ku niha ji bilî çend bajarên Sûriyê, çend bajarên Iraqê jî dagîr kirine. Sîpan Hemo dibêje kes bi qasî wan DAIŞê nas nake: ";Belgeyên me hene ku DAIŞ ne hêzeke nerêk e, ew ji aliyê dezgehên îstixbaratî yên welatan ve ji bo wê yekê hatine avakirin ku siyasetên dewleteke diyarkirî li Sûriyê cîbicî bikin."; + +Sîpan Hemo wiha dibîne ku ew piştgiriya ji DAIŞê re dibe tenê ji bo wê yekê be ku Rojhilata Navîn bo nav şerekî navxweyî bê kişandin: ";Ev ji bo hêzên navdewletî bisûd e. Ev sûd jî bi firotina çekan destpêdike."; + +Bi baweriya Sîpan Hemo, tevî ku DAIŞ ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve tê bikaranîn, lê DAIŞ jî karîbû wan hêzan bikarbîne. Sîpan dibêje ";Bi jêhatîbûna xwe DAIŞê karîbûn sûdê ji karîna îstixbaratên van welatan werbigire. Bi awayekî gellekî zîrek, da ku desthilata xwe li vê herêmê bisepîne."; + +Sîpan Tirkiyê weke mînak nîşan dide û dibêje ";Dema DAIŞê ligel me dest bi şer kir, gellekî bi awayekî azad sînorên Tirkiyê bikar dianîn, ji bilî vê yekê jî birîndarên xwe li Tirkiyê tedawî dikirin."; + +Sîpan behsa plana kontrolkirina Mûsilê dike, ku ji aliyê DAIŞê ve hat bicihkirin û dibêje ";Îran, Iraq û Sûrî beşek in di vê planê de. Ji aliyekî din ve Tirkiye û hêzên ku bi hev re kar dikin agahdarên vê planê bûn."; + +Li gor Sîpan Hemo, sûdmendê yekem ji vê rewşê Îran e, ";ji ber ku Îran di wê baweriyê de ye, heta ku Rojhilata Navîn bêhtir di nerêkî û tevlîheviyê de be, vê yekê di berjewendiya xwe de dibîne."; Herwiha ";Îran dixwaze desthilata xwe li navçeya nîvbazinî ya şiî, ku ji Iraqê heta Sûriyê û Libnanê dirêj dibe, bisepîne. Ev xewn jî tenê bi rêya kûrkirina tundûtîjiyên mezhebî dikare bi cih bê."; + +Derbarê rola Tirkiyê jî di vê navê de, Sîpan Hemo dibêje: ";Tirkiye tiştekî nake ji bo rawestandina her hêzekê ku hewla têkbirina destketiyên Kurdan bike. Tirkiyê bi xwe herdem gotiye ku hêj xewna wilayeta Mûsilê dibînin. Ji bo vê mebestê Tirkiyê doz li hêzên xwe yên taybet li Mûsilê kir ku şer nekin, lê belê hewla hevpeymaniyê bikin. Heman ferman jî ji bo leşkerên pasevanên gora Suleyman Şah li Kobanê hatibû dan."; + +Sîpan weke mînak behsa girtina dîplomatkarên Tirk ji aliyê DAIŞê ve li Mûsilê dike û dibêje ";mana dîplomatkarên Tirk ên Mûsilê li cem DAIŞê bi xwe siyaseta Tirkiyê ye. Ew gotina ku berê digotin ";Tirkek beramberî hemû cihanê ye"; çi pê hat? Niha gellek Tirk di destên çekdaran de ne û Tirkiye jî gellekî bêdeng e. Ev wateya wê yekê ye ku gellek tişt li pişt deriyên girtî dibin."; + +";Tenê YPG li Sûriyê guncawî alîkariya Amerîkayê ne"; + +Ev demek e tê gotin ku Amerîka dixwaze opozisyona nerm a Sûriyê bi çek bike. Sîpan Hemo dibêje ew agahdarê vê hewla Amerîkayê ne, lê bi matmahî dibêje: ";Nerm";, ango çi? ";Eger Amerîka ji vî alî ve cidî ye, Kurd û hêzên YPG ji her kesî bêhtir guncawî piştgiriyê ne."; + +Sîpan berê axaftina xwe dide serokê Amerîkayê û wezîrê wê yê derve û dibêje: ";Eger ew naxwazin kêşe li Rojhilata Navîn hebin, pêwîst e siyaseta xwe beramber Kurdan biguherin. Mixabin heta niha Amerîka ew yek zelal nekiriye ku cihê Kurdên Rojava di siyaseta wan de li kû ye û çi rolê didin Kurdan di avakirina demokrasiyê de li Sûriyê."; + +Tevî ku YPG ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi eşkere hate ragihandin, lê li gor gotina Sîpan Hemo ev hêz ji sala 2004ê ve bi awayekî nihênî hate damezrandin. Niha şerê vê grûpa kurdî beramber DAIŞê bala medyayên cihanî kişandiye. + +Lê heta niha ev hêza ku parastina kantonên Rojavayê Kurdistanê dike, ji aliyê dewletan ve mameleyeke dîplomatîk ligel nabe. Sîpan Hemo wiha dibîne ku ";siyaseta kurdî ji vî alî ve kurt bû"; û dibêje ";hêzên cîhanî di siyaseta Rojava de negihiştin û heta niha jî biryar nedane ku çawa mameleyê ligel bikin. Ew dixwazin rê ji bo hikûmeta navendî xweş bikin."; + +Sîpan Hemo dibêje ";eger Amerîka û welatên rojavayî bi rastî demokrasiyê dixwazin û dixwazin geşbûnê bidin demokrasiyê li vê navçeyê, divê li Kurdan mikur bên."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, silav ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê re şand ku di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, alîkarê serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê axivî. + +Li gorî malperê, di pêwendiya han de Barzanî û Biden li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, civîna parlamentoya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û têkez kirin ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bikaribe hemû arîşe û aloziyan çareser bike. + +Barzanî ji alîkarê Obama re got ku her çareseriya ku ji kirîza Iraqê re bê dîtin divê li gorî şert û mercên nû be. + +Di beşek din a pêwendiya telefonî de, Joe Biden silav û sersaxiya xwe ji rûhê wan pêşmergeyên Kurdistanê yên ku vê dawiyê di şerê li dijî DAIŞ û terorîstan de şehîd bûne, şand û ragihand, ji bona çareserkirina arîşeyan dê Kurdistan û Amerîka di nav têkiliyên berdewam de bin. +Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran navbera YPG û gundiya li aliyekî û çekdarên DAÎŞê li aliyê din berdewam dike. + +Di wî şerî de ku grûpek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî tevlî bûne, 4 şervanên YPGê şehîd bûn û 4 cenazeyên çekdarên DAÎŞê ketine destê YPGê. + +Ji roja înê de çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li rojavayê herêma Kobanî bi çekên giran gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan giran topbaran dike. Heta niha 4 şervanên YPGê şehîd bûne. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di şerê roja înê li rojavayê Kobanî û heta duh şemiyê 4 şervanên YPGê şehîd bûne û peywendî ji gurûpeke şervanên YPGê qutbûye û hin şervan jî birîndar bûne. + +Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re got ku YPGê gelek çekdarên DAÎŞê li rojavayê herêma Kobanî kuştine. + +Çavkaniyê aşkere kir ku ";cenaceyên 4 çekdarên DAÎŞê di destên YPGê de ne, yek ji wan çekdaran bi navê emî Ebû Hacir ku ew ji welatê Misrê ye bi nasnameyê hatiye naskirin";. + +çavkaniya herwiha got ku ";bi mebesta bergirîkirin li Kobanî, gurûpek ji kurdên Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî di sînor re derbasî gundê Çariqliyê bûn û tevlî YPGê bûb. + +Çavkaniyê diyar kir ku hemwelatiyên gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan jî li rojavayê herêma Kobanî çek hilgirtine û bergiriyê li gundên xwe dikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê mijara êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de de hişyareke tund da hikûmeta Tirkiyê. + +KCKê di daxuyaniyekê de bi zimanekî tund hişyarî da hikûmeta Tirkiyê û got ku ";hikûmeta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê dimeşîne û li Rojava piştgiriya DAÎŞê dike, eve yek jî bi hev re nabe";. + +Di daxuyaniyê de, KCKê hikûmeta Tirkiyê tometbar kir ku di êrîşên li ser Kobanî de ";bi DAÎŞê re li hev kiriye";. + +KCKê destnîşan kir ku ";stratejiya hevpar a AKP û DAÎŞê jinavbirina şoreşa Rojava ye";, herwiha ji hikûmeta AKPê xwest ku ";helwestên xwe aşkere bike ka dê piştgiriyê bide DAÎŞê yan jî dê li gorî pêdivîyên pêvajoyê tevbigere";. + +Wek tê zanîn opozîsyona Tirkiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hikûmeta Tirkiyê bi piştgiriya rêxistina DAÎŞê li Sûriyê tometbar dikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê wê serdana Tirkiyê bike û hisabên bankê yên dahata petrola Kurdistanê ji wir bîne Herêma Kurdistanê. + +Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryare îşev ligel cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî serdana Tirkiyê bikin. + +Derbarê armanca serdana wan de, Mihemed got ku ewê wan hisabên bankî yên dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku di rêya Tirkiyê re hatiye firotin, bînin Herêma Kurdistanê. + +Li gor rêkeftina ku ligel Tirkiyê hatiye kirin derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku tê firotin de, pere wê di bankê de bin û ji bo ku bînin Kurdistanê divê îmzeya çar kesan hebe ku ew jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîr, wezîrê samanên siruştî û wezîrê darayî. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku eger çekdarên DAÎŞê dest danin ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê wê piştî 15 rojan li Hatayê bin. Derbarê Roboskî de jî ragiand ku heta niha Erdogan yek gotin nekiriye ku tê de diyar bike ew li ber xelkên Robaskî ketiye. + +Demîrtaş duh piştî vekirina mûza Roboskî ji çapemeniyê re diyar kir ku ";eger kujerên Roboskî neyên darezandin wê ev mûza Roboskî şahidê komkujî û tawana Erdogan be heta hetayê";. + +Namzedê serokomariya Tirkiyê Demîrtaş anî ziman ku ";pêwîste her kes êrîşên Îsraîlê li dijî kerta Xezayê û bi taybet li dijî xelkên sivîl şermezar bike, lê Erdogan nabêje wê serokwezîrê Îsraîlê çi jê re bibêje";. + +Demîrtaş herwiha got ";Yê ku bi xwîneke sar komkujiya Roboskî pêkaniye, çawa wî şermezar dike û heta kîjan astê ewê şermezarbûna serokwezîrê Tirkiyê cidî bigre";. + +Hevserokê HDPê hikûmeta Tirkiyê bi ";piştgirîkirina DAÎŞê"; tometbar kir û got ";Îro li Rojava li Kobanî êrîşeke hovana ji aliyê DAÎŞê tê pêkanîn û hikûmeta Tirkiyê bûye sîwana vê rêxtinê, lê ew nizane ku eger Kobanî têkeve destê DAÎŞê ewê di 15 rojan de li bajarê Hatayê be û di mehekê de li Edenê be";. +Hewlêr (Rûdaw)- Xwendekareke Kurd li parêzgeha Hesekê û xwendekarekî din ê Kurd li parêzgeha Helebê di encamên bakaloriya de pileya yekê li sera asta parêzgehên xwe bi dest xistin. + +Duh encamên ezmûnên xwendekarên pola 12han (bakaloriya) li seranserê Sûriyê hatin ragihandin. + +li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser asta parêzgeha Hesekê, xwendekara Kurd Lîlav Mihemed Hac Elî ya xelkê Dirbêsiyê bi komkirina 285.7 dereceyan di beşa zanistî de pileya yekem bi dest xist. + +Lîlav di pola 9ê de ya yekem bû li ser Sûriyê bi tevayî. + +Herwiha li parêzgeha Helebê jî xwendekarê Kurd Rodî Elîxido bi komkirina 239.6 ji 240 dereceyan ango bi rêjeya 100% derçû û li ser asta parêzgeha Helebê di pileya yekemîn de hat. + +Xwendekarê kurd Rodî Elîxido di pola 9an de jî bi rêjeya 100% derçûbû û pileya yekemîn li ser asta parêzgeha Helebê bidest xistibû. + +Li gor sîstema xwendinê li Sûriyê, li gor piwanên bakaloriya xwendekar li zanîngehên Sûriyê yên fermî û yên taybet tên wergirtin. + +Bi sedema şerê navxwe yê Sûriyê, xwendekarên kurd li her du herêmên Efrîn û Kobanî, ser bi parêzgeha Helebê ve rastî zehmetî û astengiyên girasn hatibûn, ji ber ku wezareta perwedeyê ya Sûriyê ew neçar kiribûn ku ezmûnên xwe li bajarê Helebê pêşkêş bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAÎŞ gundê Til Meirûf li başûrê rojavayê bajarokê Tirbespiyê topbaran kirin. + +Li gor malpereke ser bi PKKê ve, ";şeva borî çekdarên DAÎŞê bi çekên giran êrîşî bajarokê Ceza kirin û gundê Til Meirûf jî topbaran kirin";. + +Di nûçeyê de hatiye gotin ku ";grûpên çekdar ji bajarokê Til Hemîs li başûrê Qamişlo hatibûn û derdora saet 7ê êvara şemiyê berve sê gundên derdora bajarokê Ceza pêşketibûn";. + +Li gor amarên malperê, di encama şer û pevçûnan de 8 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê malperê ti zanyarî derbarê qurbaniyên YPGê nedan. + +Hat gotin ku heta îro sibehê jî pevçûn li derdora bajarokê Ceza navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê berdewam in. +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku Xesrew Goran namzedê PDKê ye ji bo posta cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê. + +Parlamenterê PDKê Rênas Cano ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";PDKê Xesrew Goran ji bo posta cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê namzed kiriye eger ew post bibe para PDKê";. + +5 aliyên Kurd parlamenterên wan di Parlamentoya Iraqê de hene, PDKê 25 parlamenter, YNKê 21, Gorran 9, Yekgirtûya Îslamî 4 û Komela Îslamî 3 parlamenter in. + +Xesrew Gorran kî ye? + +Endamê serkirdatiya PDKê ye. + +Berpirsê dezgeha hilbijartinan a PDKê ye. + +Demekê berpirsê şaxê PDKê li Mûsilê bû. + +Piştî hilweşandina rejîma Baes cîgirê parêzgarê Neynewayê bû. + +Piştî serhildana 1991ê demeke dirêj serokê dîwana Parlamentoya Kurdistanê bû. +Hewlêr (Rûdaw)- Bi armanca piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li herêma Kobanî ku ev çend rojin rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê tên, wê şandeke ji 40 kesan pêk tê biçe navçeya Sirûcê li ser sînorê Kobanî. + +Ew şanda ku ji 40 pîrên Elewî, nivîskar û rewşenbîran pêk tê di daxuyaniyekê diyar kirin ku ";DAÎŞ ku îro li Rojhilata Navîn toreyên xwe çêdikin, rêxistineke terorîst, faşîst, nijadperest û xwînmij e,û li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";DAÎŞ li dijî hemû pêkhateyane lewra ewê biçin ser sînora Kobanî û zîrevaniya aştiyê bigrin. + +Şanda Elewiyan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ewê roja 15ê tîrmehê ber bi sînorê Sirûca Rihayê û Kobanî ve birêkevin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê êrîşa çekdarên DAÎŞê li dijî herêma Kobanî şermezar kir û ji hêzên siyasî yên Kurdistanê xwest ku bi her awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro yekşemê 13/7/2014 daxuyaniyek derbarê rewşa herêma Kobanî de, ku ev çend rojin rastî êrîşa DAÎŞê tê, derxist. + +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ";ew êrîş bi pilanekê û bi çekên giran ên ku grûpên çekdarî li Iraqê dest danîne ser tê encamdan";. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ";destxweşî li berxwedana keç û kurên Rojavayê Kurdistanê kir ku bûne çeperek ji bo parastina wan destkeft û azadiya ku bi xwînê bi dest hatine";. + +Herwiha ji hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwest ku ";nakokiyên xwe bidin aliyekî û di van şert û mercên dijwar de bibin yek dest û yek helwest û rê nedin armancên dijminên Kurdan pêk werin";. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî kir ku alîkariyên mirovî bilez bigihînin Rojavayê Kurdistanê û rê nedin karesateke mirovî û komkujî li dijî Kurdên Rojava çêbibe. + +Di dawiya daxuyaniyê de, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên perçeyên Kurdistanê kir bi her awayekî ku dibînin guncayî ye, piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û bilez bi hawara wan ve biçin. + +دەخوازن ئەو بیرە نەوتانە +پشتی کۆنتڕۆڵکرنا بیرێن پەترولا مەخموورێ ژ ئالیێ هێزێن پێشمەرگەی ، ئاکنجیێن ڤێ قەزایێ دخوازن کۆنتڕۆڵکرنا ڤان بیرێن پەترولێ سوود ژ بۆ خەڵکێ ڤێ نافچێ هەبە و دەرفەتا کاری ژ بۆ گەنجان دابین بکە و ب ڤی کارێ حکوومەتا هەرێما کوردستانێ ژی دڵخۆشن ، چوونکی بەریا نها ژ ئالیێ ئیداری پارێزگەها موصل ئەڤ قەزایە ب رێڤە دبر ، لێ ئاکنجیێن ڤێ نافچێ د بێژن: هەر چەندە نافچەیامە ئا زەنگینە ب پەترولێ لێ خێرو بێرا وێ بو مە نەبوویە و قەزا مە ژ پروژێن خزمەتگوزای هاتیە بێ بەشکرن. دا ب هەڤرا تەماشەی راپورتەکێ بکن د ڤی بارەی دە . + + +Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama lihevketina du motorsîklêtan û otomobîlekê de 5 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. + +Qaymeqamê Merîwanê Mihemed Fellahî, ragihand, şeva borî li ser rêya navbera bajarê Merîwanê û nahiya Serwavayê du motorsîklêt bi hev re li otomobîleke ji curê ";Pride"; ketin. + +Mihemed Fellahî da zanîn, li ser motorsîklêtan 4 kes û li nav otomobîlê de jî 4 kes hebûn ku her 4 sernişînin motorsîklêtan û sernişînek otomobîlê di cîhê bûyerê de mirin. + +Fellahî ragihand, şofêr û 2 sernişînên din ên otomobîlê jî bi giranî birîndar bûn. + +Hat gotin, birîndarên bûyerê û termên miriyan birin nexweşxaneya Ebû Elî Sîna ya bajarê Merîwanê. + +Hat zanîn, heta niha nayê zanîn ka sedema wê bûyerê çi bûye lewma lêkolîn derbarê bûyerê de didome. + +Şingal (Rûdaw) – Hejmara turkmanên ku ji ber şerê artêşa Iraq û çekdarên rêxistina DAIŞê ji bajarokê Tileferê yê Mûsilê reviyane bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, gihîşt 58 hezaran. + +Qaymeqamê Şingalê Miyeser Hacî Salih ragihand, derdora 12 hezar malbat ji ber şerê artêşa Iraq û DAIŞê reviyane Şingalê. + +Hacî Salih da zanîn, hejmara wan awareyan 58 hezar kes e ku di nav wan de 35 hezar zarok hene û diyar kir, beşek ji penaberên Tileferê li nav mizgeft, dibistan û ziyaretgahan de dimînin û xelkê deverê jî alîkariya wan dikin. + +Duh jî berpirsê PDKê li Mûsilê ragihandibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampekê ji awareyên Tileferê re ku pirraniya wan turkman in, çêbike. +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê serdana Tirkiyê bike û bi rayedarên wî welatî re bicive. +Li gorî AAyê, Barzanî dê sibê (14ê Hezîranê) serdana Enqerê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin bike. +Li gorî agahiyan, di vê serdanê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed hevaltiya Barzanî bikin. +Tê gotin, di hevdîtina Barzanî û Erdogan de dê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Enqerê bên gotûbêjkirin. +Medyaya Tirkiyê vê serdana Barzanî wek ";bûyerek surprîz"; dibînin. + +Kobanî (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di nav 24 saetan de hêzên wan karîne 61 çekdarên rêxistina DAIŞê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bikujin. + +Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên dawî yên li herêma Kobanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞê ji devera sînorê Tirkyê heta gundê Cib El-ferecê êrişek pêk anîn û êrişa çeteyan rastî bersivdayîna tund a şervanên YPGê hatiye. + +Li gorî navenda YPGê, di pevçûnên ku li van deveran çêbûne de, 42 çete hatin kuştin û gellek çek û cebilxaneyên çeteyan ketine destê şervanên YPGê. + +Çek û cebilxaneyên ku hatine desteserkirin ev in: +"4 Klaşînkov, çekek RBG û 4 guleyên wê,2 dûrbînên şevê û du Bêtêl (cîhaza ragihandinê), zincîreke guleyên BKS û 1000 fîşekên klaşînkovê,4 Bombe û demançeyek." + +Li aliyekî din YPGêda zanîn ku yekîneyên wan li dijî baregehên çeteyên derdora bajarokê Şêxler Tehtanî (El-Şiyûx) çalakiyên bibandor li darxistine û wiha hat gotin: "Di van çalakiyan de jî 7 çete hatine kuştin û gellekjî birîndar bûne. Her wiha çekek RBG, yek BKS û yek Klaşînkov ketiye destê şervanên me." + +Li eniya rojhilat jî şervanên YPG li derdora gundê Ehmediyê çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 8 çete hatin kuştin. + +Li gorî agahiyan di pevçûnên li gundê Bîr Temihê jî 4 çete hatine kuştin. + +Navenda Çapemeniya YPGê ragihand ku çeteyên di bereyên şer de têk diçin vê carê serî li rêbazên qirêj ên şer didin. + +Hate zanîn ku duh êvarî çeteyên DAIŞê li gundê Qadisiyê bombeyek li ser rêya çûnûhatina welatiyan bi cih kirine û di dema derbasbûna welatiyan de, bombe teqiyaye. + +Di encama teqînê de 2 welatiyên ji pêkhateyên Ereb jiyana xwe jidest dan û welatiyekî din jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)-Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Yasaya leşkerkirina neçar ku bi navê "; Erkê Xweparastinê li Herêmên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk"; ji bal Rêveberiya Kantona Cizîrê ve hatiye sepandin red kir. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî Nihmet Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan di nameya xwe de ji bo Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gotibû ev proje ji kokê ve nayê qebûlkirin. +Dawûd got Encûmena Niştimanî di nameya xwe de diyar kiribû ku wê encamên xirap ên vê projeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hebin û wê rêjeya koçberiyê û valakirina Herêmên kurd zêde bike. +Dawûd herwiha got lê weke her car, ew projeyekê pêşkêşî Encûmenê dikin û beriya ku Encûmen wê projeyê gengeşe bike û ew projeyê pesend dikin û ferz dikin. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî aşkere kir ku Encûmen dê li hev bicive û helwesta dawî li hember pesendkirina vê projeyê werbigre. +Duh, roja yekşemê, Encûmena yasadanînê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê yasaya leşkerkirina neçar pesend kir. + +کۆنترۆلکرنا هەردوو تاخێن وەحەدە و جەماھێرێ ل دەڤەرا جەلەولایێ ژ ئالیێ پێشمەرگەیڤە خەلک کێفخوەشکر کو ئێدی رەوش ئارام دبە و ھنەک ژ سازی و ئیدارەیان ژی جارەکە دن کارێن خوە بەردەوان دکن. خەلک دخوازە رەوش وسا ئارام بمینە و تەکەزێ دکن کو پێشمەرگە دەڤەرێن وان ئارام دکە و ئارامیا دەڤەرێ دپارێزە. + +Kobanî (Rûdaw)- Karê komîteyên ku navbênkariyên di navbera YPG û DAÎŞê de dikin bo bihevguhertina girtiyan berdewame. + +Ev demeke ku ew komîteyên ku navbênkariyê dikin bo serbestberdana girtiyên sivîl ên Kobanî li cem DAÎŞê kar dikin, di himber de dê YPG jî çen êsîrên rêxistina navborî berde. + +Hewldanên wan komîteyan bi serkeftin naçin serî, cara dawiyê, ji ber kudema bihevguhertinê ketibû êvarê, ew prose careke din bo roj û demekenediyar hate rawestandin. + + +قهزا شێخان ب ئێك ژ دهولهمهند ترین قهزایانه ب سامانێ پترۆلێ و 8% ژ یهدهكێ پترۆلا عیراقێ ل سنوورێ ڤێ قهزایێ یه، لێ خهلكێ وێ گللهیان دكهت كو تا نوكه ئهو سوومهند نهبووینه ژ ڤى سامانێ سرۆشتى و دخوازن ئهو وهكو خهلكێ دهڤهرێ نه بتنێ بێهن و دویكێل بههرا وان بیت. +*** +قهزا شیخان كو ئێك ژ دهولهمهنترین قهزایێن كوردستانێ یه ب سامانێ نهفتێ و لێ هندهك ژ خهلكێ وێ گللهیان دكهن كو زیانێن ژینگههى و ساخلهمى ژ ئهگهرێ دهرئینانا پترۆلێ دگههنه قهزایا وان. +وهلاتى +گهنجێن قهزایێ دیار دكهن كو وان دڤیا كاروبارێن كۆمپانیێن پترۆلێ وان ئهنجامدابا ل جهێ كرێكارێن دى، داكو رێژا بێكاریێ كێم ببا. +وهلاتى +هیڤیا وهلاتیان ئهوه كو قهزایا وان ژههموو ئالیانڤه سوومهند بیت ب ڤى سامانێ سرۆشتى به بتنێ دوكێل وبێهن بههرا وان بن. +وهلاتى +ل قهزا شێخان 15 ملیار بهرمیل یهدهكێ نهفتێ ههنه كو دبیته 8% ژ نهفتا عیراقێ و 33% ژ نهفتا باشوورێ كوردستانێ ژبلى كێلگههێن كهركوك. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi sedema guhertinên gitşî li ser heyva destkird ya Turksatê, îşev demjimêr 12:00 dê frêkansên televîzyona Rûdawê bên guhertin. +Ev guhertin di çarçoveya berfereh kirin û zêdekirina heyvên destkird ên serkî di nava Turksatê de tê ku karê wan weşandina frêkansên kenalên li ser Tuksatê ye, lewma bi sedema belavbûna her du heyvên destkird, ên taybet bi fêkansiyan, biryare heyva destkird a sêyem bê zêdekirin, lê bi vî awayî frêkansên hemû kenalên li ser heyva Turksatê tên guhertin. +Frêkansên nû yên Rûdawê li ser heyva Turksatê bi vî awayî ne: +Satellite: Turksat + +Frequency:12729 MHz + +Symbol Rate: 27500 + +Polarisation : Horizental + +FEC: 5/6 + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê hejmarek kes ji her du gundên Ebû Qîr û Çemçilek ku nişteciyên wan erebên ji êla Şerabiyan in girtin. +Çavkaniyeke taybet ji gundê Ebû Qîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku dema kesek bi navê Ebdulkerîm Brahîm Bazo dixwest di herêma Dêrikê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, navborî ji bal hêzên Asayişa Dêrikê ve hatibû girtin. +Heman çavkaniyê da zanîn ku amîreke telefona Sûreya, ku nemreyên Tirkî û yên hin welatên Kendavê tê de tomarkirî bûn, û bireke mezin ji dolaran bi Bazo re hatibû girtin û di dema lêkolînê de, ew li xwe mukur hatibû ku pêwendiyên wî bi şaneyên terorîst li her du gundên navborî hene. +Çavkaniyê herwiha diyar kir ku li ser ronahiya mukurhatinên Bazo bêhtirî 20 kesan ji gundê Ebû Qîr û 15 kesan ji gundê Çemçêlek ji bal Asayişê ve bi tohmeta wergirtina çekên giran û pêwendiya bi grûpên terorîst re girtine. +Çavkaniyê got bi navbênkariya rûsipiyên her du gundan, Asayişê derdora 10 kesan ji xelkê gundê Ebû Qîr serbest berdane û hîn hewlên serbestberdana kesên din berdewam in. + +Hewlêr (Rûdaw)-Duh, Yekşemê, Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, ku ji bal Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ji partiyên kurd, Siryanî û hin eşîretên ereban ve hatibû ragihandin, yasaya xizmeta leşkerî ya neçar pejirand. +Yasaya pejirandinîwekeyasayaerkê bergiriya xweser di ber Herêmên Rêveberiya Xweser de û weke erkekî civakî, moralî û yasayî hatiye danasîn. +Li gor xalên yasayê, ev yasa erkê hemû pêkhateyên civakî yên kantonê ye û divê her malbatek endamekî xwe ku temenê wî di navbera 18 û30 salî de be, ji bo erkê bergiriyê pêşkêş bike. +Her li gor xalên yasayê, dema xizmeta leşkerî 6 meh in ku divê bi şêweyekî yekcar yan jî bi şêweyekî qutqutî di nava salekê de bê qedandin lê ev erk ji bo keçan xwebexş e ne ku neçar e. +Yasaya pejirandî malbatên şehîdên YPGê û Asayişê, kesên astengdar, nexweş, malbatên ku endamên wan di nava rêzên Asayişê, YPGê û YPJê de yan jî li gor Yasayê di nav Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de hebin ji vî erkî efû dike. +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, ku çendîn partiyên kurd û hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digre, ev yasaya xizmeta leşkerî ya neçar kuji bal Rêveberiya Kantona Cizîrê ve hatiye pejirandin red kir. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî Nihmet Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan di nameya xwe de ji bo Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gotibû ev proje ji kokê ve nayê qebûlkirin. +Dawûd got Encûmena Niştimanî di nameya xwe de diyar kiribû ku wê encamên xirap ên vê projeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hebin û wê rêjeya koçberiyê û valakirina Herêmên kurd zêde bike. +Dawûd herwiha got lê weke her car, ew projeyekê pêşkêşî Encûmenê dikin û beriya ku Encûmen wê projeyê gengeşe bike û ew projeyêdipejirîninû ferz dikin. +Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî aşkere kir ku Encûmen dê li hev bicive û helwesta dawî li hember pejirandina vê projeyê werbigre. +Ji bo wergirtina helwesta Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê derbarê Yasaya pejirandî de, Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi hevserokê Encûmena navborî Ebdulselam Ehmed re kir, lê wî ti daxuyanî di vê derbarê de nedan. +Her yek ji Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê rêkeftina Hewlêrê ligel hev îmzekiribûn û li ser bingeha rêkeftina navborî Destya Bilind a Kurdî ji bo rêvebirina hevbeş li Rojavayê Kurdistanê damezrandibûn, lê ew rêkeftin cîbicî nebû û desteya Bilind jî rawestiya û her yek ji her du Encûmenan hevtaya xwe bi binpêkirina rêkeftinê û rawestandina Desteyê tohmetbar dike. + +Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkî Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl diyar kir ku rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê di pevçûnên li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê de çekên kîmyayî bikar aniye û banga li rêxistinên mafên mirov ên navneteweyî kir li pey vê mijarê herin. + +Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl derbarê mijarê û rewşa dawî de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ku di malpera fermî ya YPG’ê de hat weşandin wiha hat gotin: "Ev demek e kantona Kobanê rastî êrîşên hovane yên rêxistina terorîstî ya DAIŞ tê. Di van êrîşan de çeteyên DAIŞê hemû cure çekên giran ku di nav de fûzeyên germahiyê yên Amerîkî jî hene, bikar anîne. Her wiha li gorî dîtinên me yên destpêkê ên li ser bedena birîndar û şehîdan, hat texmînkirin ku çeteyan çekên kîmyayî jî bikar anîne. Piştî lêkolînkirina bijîşk û ekîbên tendirustiyê yên kantona Kobanê, hat tespîtkirin ku çeteyên DAIŞê çekên kîmyayî jî li dijî me bikar anîne. Li gorî doktoran li ser cenazeyên şehîdan şûna şewat û deqên sipî hatin dîtin."; + +Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Tendirustiyê ya Kantona Kobanê bal kişandiye ser tinebûna alavên teknîkî û pêdiviyên lêkolînkirinê û wiha hat ziman: ";Ev yek bû sedema nenaskirina tekez a van madeyên kîmyayî. Di encama dorpêçkirina li ser kantonê de jî ev alav û pêdivî peyda nabin." + +Di berdewama daxuyaniyê de banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî, hemû saziyên mafên mirov ên navneteweyî hat kirin û ji wan hat xwestin ku biçin Kobanê û lêkolînê bikin. Her wiha hat xwestin ku rê li ber van êrîşan bê girtin. + +Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemu dezgehên çapemenî û ragihandinê yên herêmî û navneteweyî jî hat kirin ku vê rewşa mirovahî ya dijwar ji raya giştî û cîhanê re ragihînin. + +Îlam (Rûdw) – Li bajarê Îlamê, komek sazî û encumenên sivîl ên ku xwe wek reformxwaz bi nav dikin, bang li hikûmeta Îranê kirin li dijî gef û tehdîdên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê tedbîrên pêwîst bigire. +16 sazî û encumenên sivîl ên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa siyasî, aborî û kulturî ya parêzgehê civiyan. + +Di civînê de li ser gef û tehdîdên rêxistina DAIŞê ku ev demek e beşek ji xaka Iraqê xistiye destê xwe û bûye ";cînar";a parêzgeha Îlamê, hat axaftin. +Berpirsê Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îlamê, ku yek ji wan saziyan e yên bang li hikûmeta Îranê kirine, Mûsa Emîdî ji Rûdawê re got, êrişên DAIŞê yên li dijî Iraqê bandor li ser jiyana xelkê Îlamê jî kiriye û beşek ji karsaz û bazirganên îlamî ji tirsa êrişan parêzgeh terikandine. +Mûsa Emîdî ku beşdarî civîna wan sazî û encumenên sivîl û reformxwaz bibû, anî ziman ku di civînê de ji parêzgar û rêveber û rayedarên din ên Îlamê xwestine, fikarên wan ji hikûmeta Îranê re ragihînin û ji wan bixwazin ku ji niha tedbîrên pêwîst li hember her cure gef û tehdîdên DAIŞê li ser Îlamê bigirin. + + +Îlam (Rûdaw) – Ji ber toza zêde, hemû îdare û navendên fermî û perwerdê li bajarên Dêhloran û Mêhranê yên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin û geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê hatin sekinandin. + +Ev çend roj in toz li başûrê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê dibare. + +Rêveberê giştî yê rewşa awarte li parêzgeha Îlamê Ehmed Keremî îro ragihand, ji ber zêdebûna tozê li bajarên Mêhran û Dêhloranê rewşa awarte hatiye ragihandin û hemû navendên fermî û perwerdê jibilî dermanxane û nexweşxaneyan hatine girtin. + +Ehmed Keremî da zanîn, lê deverên din ên parêzgeha jiyana xwe ya normal didomînin. + +Ji aliyekî din, rêveberê balafirgeha Îlamê ragihand, geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê ji ber toza zêde hatine sekinandin û da zanîn, rojane 4 geşt di navbera Îlam-Tehranê de tên kirin ku ji ber tozê hatine sekinandin. + +Li gorî agahiyan, ji ber zêdebûna tozê otomobîl neçar dimînin çirayên xwe vêxin û xelk jî nikarin derkevin derve. + +Tê gotin, ev rewş dê heta sibê jî bidome. + +Amed – Li Amedê kes an jî kesên nenas bombeya dengî avêtin standa îmzeyan a Platforma Demokratên Kurd (PDK). + +Platforma Demokratên Kurd (PDK) ev 2 roj in ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Kuçeya Hunerê ya Amedê stand vekiriye û îmzeyan berhev dike. + +Îşev saet 21.30, kes an jî kesên nenas bombeyeke dengî avêtin standa îmzeyan a li Kuçeya Hunerê. Ji ber dengê zêde yê bombeyê tirs û xofeke mezin ket nava şêniyên derdorê. + +Li gorî agahiyên ku Berpirsyarê Ragihandinê yê PDK’ê Tahsîn Sever dan Rûdawê, armanca wê êrişê astengkirina berhevkirina îmzeyên ji bo Başûrê Kurdistanê ye lê ew ti caran gav paşde navêjin. + +Sever, destnîşan kir ku wan di nava 2 rojan de li Amedê 3 hezar û li Batmanê jî 6 hezar îmze berhev kirine û ew dê di rojên pêş de jî li Mêrdîn, Silopî û hin bajarên din îmzeyan berhev bikin. + +Li gorî agahiyên Tahsîn Sever, digel ku li Amedê tenê li cihekî îmze berhev dikin jî eleqeyeke mezin li hemberî kampanyaya wan a îmzeyan heye. +Hewlêr (Rûdaw)- Posta Talebanî li Bexdayê polîtbîroya YNK dabeş kir. Beşek ligel wê yekê ne ku Berhem Salih li şûna Talebanî bê danîn û beşek jî piştevaniya Necmedîn Kerîm dikin. Lê aliyê ku biryara dawî li ser yekalîkirina wê postê dide, mala Talebanî ye. Ew jî heta niha ";bi ti awayî piştevaniya Berhem Salih nakin";. + +Ev çend roj in polîtbîroya YNK ji gengeşeya yekalîkirina posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê rizgar bûye, lê bêyî ku bêhna xwe vede, mijara yekalîkirina posta serokomarê Iraqê bûye girêkeke kor a mezin li ba YNK. + +Ev du roj in polîtbîroya YNK, civîn li dû civînê saz dike, lê hêj namzedê posta serokomarê Iraqê yekalî nekiriye. + +Berhem Salih û Necmedîn Kerîm ji hemûyan bêhtir navê wan tê hildan da ku bibin serokomarê Iraqê. Bi şertê ku ew post ji kurdan re be, lê ji ber ku li ser wan herdu kandîdan polîtburoya YNK bûye du beş, niha navê endamê desteya kargêrî ya polîtburoya YNK Omer Fetah jî tê ji bo cihgirtina Talebanî. + +Endamê polîtbîroya YNK Aso Mamend dibêje: ";Proseya siyasî ya Iraqê û yekalîkirina hersê postên sereke yên Iraqê (serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê) ji ber YNK ranewestiyaye";. + +Bi dîtina Aso Mamend, hêj ne zelal e ka wê kurd çawa beşdarî proseya desthilatdariya Iraqê bibin: ";Em vêga nizanin dê beşdariya Kurdan di hikûmeta Iraqê de çawa be. Bi nerîna me mijara hersê serokatiyan bi hêsanî yekalî nabe û berdewam dibe";. + +Derbarê namzedê YNK ji bo posta serokomar de, ku gelo di navbera Berhem Salih û Necmedîn Kerîm de, şensê kî bêhtir e? Aso Mamend got: ";Heta niha polîtburoya YNK ew mijar gotûbêj nekiriye";. + +Rûdaw bi rêya çavkaniyên xwe yên bawerpêkirî serwext bûye ku şandeke bilind a Îranê di nava çend rojên borî de ligel Hêro Îbrahîm Ehmed ku niha wek kesa yekem di YNK de derdikeve pêş, civiyaye û daxwaz kiriye lezê bikin di yekalîkirina posta serokomarê Iraqê de. Bi gotina wan çavkaniyan baskê Hêro Îbrahîm Ehmed bi ti awayî piştevaniya Berhem Salih nakin. Daxwaz ji Necmedîn Kerîm jî hatiye kirin ku her li cihê xwe, ango wek waliyê Kerkûkê bimîne. + +Helwesta mala Talebanî pirr bi zelalî û eşkere derbarê Berhem Salih derket, gava ku xwişka Hêro, Şanaz Îbrahîm ragihand: ";Kesekî ku di rojên teng de pişta xwe dabe YNK nabe serokomar";. Berhem Salih armanca gotinên Şanazê bû, ku di dema borî de ji posta cîgirê sekreterê giştî yê YNK îstîfa kir. Gava ku piştî hilbijartinên 20 îlona par ên parlamentoya Kurdistanê, YNK rastî têkçûneke mezin hat, Berhem Salih daxwaza girêdana kongreyê kir. Ev yek jî ne bi dilê malbata Talebanî bû. + +Her di wê demê de, Şanaz Îbrahîm Ehmed di gotarekê de ragihand ku kesên ku piştgiriya YNK nekin, êdî di serketinên YNK de beşdar nabin. + +Li gor zanyariyên Rûdawê, PDK, herweha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî daxwaz kirine YNK ji bo posta serokomarê Iraqê, Berhem Salih namzed bike. Çiku kandîdê YNK ji bo posta serokomarê Iraqê mercedar e bi razîbûna Barzanî û PDK û partiyên Kurdistanê yên din. + +Endamê serkirdatiya PDK Elî Ewnî qala posta serokomarê Iraqê dike û dibêje: ";Ew mijar ji YNK re hatiye hiştin";. + +Elî Ewnî bi awayekî ne rasterast qala şiyanên Berhem Salih dike ku ji bow ê postê dest dide û dibêje: ";Divê YNK kesekî hilbijêre ku li ser asta navxwe û derve û navneteweyî cihê qebûlkirinê be û xwedî şiyan be û tecrûbeya wî di îdareya dewletê de hebe";. + +Elî Ewnî daxwazê ji YNK dike ji bo posta serokomarê Iraqê wek Şîeyan li kurd jî neyê, ku li ser Malikî niha Şîe parçe bûne, lewra: ";Divê YNK kesekî hilbijêre ku kurd li serê hevdeng bin";. + +Endama serkirdatiya YNK Ala Talebanî ku vêga endama Parlamentoya Iraqê ye jî, diyar kir ku divê YNK ";lezê"; bike di destnîşankirina kandîdê xwe ji bo posta serokomarê Iraqê. + +Ala Talebanî ji Rûdawê re got: ";Heta niha di YNK de du namzed hene, Berhem Salih û Necmedîn Kerîm, lê polîtburoya YNK hêj yekalî nekiriye bê kî namzedê YNK ye. Şîe dibêjin em li benda namzedê Kurdan in ji bo posta serokomar";. + +Endamekî polîtbêroya YNK ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, qala zanyariyên nû li ser kêşeyên navbera Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed kir û got: ";Hêro xan dixwaze Dr. Berhem bi zelalî û aşkereyî jê re bêje tu lêvegera bilind a YNK yî û gava ku bû serokomar pişta xwe nede Hêro xan. Nemaze ku di dema çûyî de Dr. Berhem pirr caran dilê Hêro xanim êşandiye. Redkirina Berhem Salih ji hêla Hêro xan ji bo posta serokomarê Iraqê ne biryara dawî ye. Qubad Talebanî niha dayika xwe û Berhem Salih li hev tîne da ku kêşeyên di navbera wan de bên çareserkirin û Hêro xan bi Berhem Salih razî bibe";. +Neynewa (Rûdaw)- ";Keskê"; ew navçeye ku heta niha dawî xala hêzên pêşmergeye li Başûrê Kurdistanê ligel çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Neynewayê. + +Keskê 10 km ji qeza Teleferê dûr e û piştî hêzên artêşa Iraqê jê kişiyan, niha ew dever ji aliyê hêzên pêşmerge ve tê kontrolkirin û xaleke kontrolê jî li wir danîne. + +Dûriya navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê Ii wî sînorî çend kîlometran kêm e, lê heta niha ti rûbirûbûneke çekdarî di navbera wan de çênebûye. + +Li kêleka hêzên pêşmerge, hêzên parastina jîngehê li Keskê Kurdistanê diparêzin, herwiha li wê deverê hemû pêwîstiyên bijîşkî ji pêşmerge re hatine peydakirin. +Qamişlo (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ku rêveberiya deriyê Sêmalka nehiştibû derbas bibe, bi qaçaxî vegeriya Rojavayê Kurdistanê. + +Îbrahîm Biro duh ew jî mîna sekreter û çend serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rêya qaçaxiyê re vegeriya Rojavayê Kurdistanê. + +Biro ku endamê sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, ji Başûrê Kurdistanê çûbû Bakurê Kurdistanê û ji wir bi qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. + +Îbrahîm Biro roja 7/7/2014 xwestibû di rêya deriyê Sêmalka re ji Başûr vegere Rojavayê Kurdistanê, lê wek wî ji Rûdawê re gotibû ";Rêveberiya deriyê Sêmalka rê neda ku vegere bi hênceta ku ev biryar ya asayişê ye";. + +Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro piştî ku vegeriya Qamişlo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha ";ti pirsgirêk di vegera wî ya bo Qamişlo de çênebûye";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêvebirê ragihandin û hişyariya niştimanî ya wezareta pêşmergeyan Helgurd Hîkmet got ku kolandina xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye. + +Emîd Helgurd Hîkmet ji Tora Medyaya Rudawê re li ser kolandina xendekan got ";Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê niha bi destê hêzên pêşmergeyan bendekî pêşgirî saz bikin û xendeqan çêbikin ku di vê planê de dirêjahiya firehiya wan sê metre ye. Me ferman daye navenda hemû hêzên pêşmergeyan ku hemû hêzên wan li aliyê xwe xendeqan çêbikin û bi awayekî giştî li hemû navçeyan destpêkiriye";. + +Derbarê sînorê xendeqan de ku çend navçeyan digirin û li çendan temam bûye, Helgurd Hîkmet wiha axivî: ";Bi piranî li ser sînorê Mûsil, Şingal, Zumar û sînorê Kerkûkê xendeq tên kolandin. Herwiha sînorê Diyala jî daxilî vê planê ye û li wê derê jî xendeq tên kolandin, lê belê niha pirsgirêka me tenê sînorê Seidîye û Celewla ye ku hêj nediyar e aliyekî wan dê bibe xendeq an na. Lê belê di plana me de heye";. + +Di axaftina xwe de Helgurd Hîkmet got ";Ji bo asayişa Başûrê Kurdistanê niha kolandina van xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye";. + +Li ber vê, wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û berpirsiyarekî siyasî yê Kurd da zanîn ku planeke wan heye li ser sînorê Başûrê Kurdistanê xendeqan çêbikin û wiha dewam kir: ";Ev xendeqên hanê li dijî derbasbûna komên terorîstan ji bo Başûrê Kurdistanê, astengiyek e gelek baş e";. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro sêşemê ";Însiyatfîa Kurdî ji bo guhertinên demokratîk"; ya ku ji aliyê partiyên ku di rêveberiya xweseriya demokratîk de beşdar in ve hatiye ragihandin, wê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bicive. + +Çavkaniyeke berpirs di rêveberiya xweseriyê de ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku wê ";gelek aliyên Kurd, kesayetiyên serbixwe û partiyên rêveberiya xweseriyê di civîna îro de beşdar bibin";. + +Li gor heman çavkaniyê, saziyên civaka sivîl, pêkhateyên weke Ereb, Xrstiyan û Aşûr û herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd ji bo vê civînê hatine vexwendin. + +Ji aliyê xwe ve, endamê Sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulsemed Xelef Biro ji Rûdawê re got ku ew weke ENKSê tevkî wê civînê nabin û tekîd kir ku ew wek ENKSê ";têkiliyê bi rêveberiya xweseriyê re nakin";. + +Roja 9/5/2014 partiyên rêveberiya xweseriyê însiyatîfek ji bo yekxistina opozîsiyona Sûriyê û pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet pêşkêş kiribûn. +Bexda (Rûdaw)- Hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn, şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin. + +Rêveberê nivîsandinê yê rojnameya el-Taaxî Bedirxan Sindî di daxuyaniyekê de ragihand ";Hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn û bi otombîlên polîsê Iraqê şeva borî êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî li navçeya Kerade ya Bexdayê kirin û çekên zêrevanên avahiyê, otombîl û çend amûrên rojnameyê ligel xwe birin";. + +Bedirxan Sindî herwiha got ";Her çiqasî wezareta navxwe derbarê bûyerê de lêkolînê daye destpêkirin, lê rojnameya el-Taaxî wek helwestekê biryar daye hejmara roja sêşemê (îro) dernexe";. + +Ev bûyer di demekê de ye têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê gelekî aloz bûne. +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo dicive û helwesta xwe ji pejirandina yasaya leşkeriya icbarî dide. + +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";îro saet 11ê sibehê, bi dema Qamişlo, sekretariyeta giştî wê civîneke awarte li dar bixe û tê de helwesta xwe ya dawî derbarê pejirandina yasaya leşkeriya icbarî aşkere bike";. + +Xelef Biro da zanîn ku di civîna îro de hewlên şanda êl û eşîretên Kurdan ku di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de navbeynkariyê dikin, wê bên gotûbêjkirin. + +Roja yekşemê ya borî encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên hevlabendên wê ve hatiye avakirin, yasaya leşkeriya neçar li Cizîrê pejirand. + +Berî niha cîgirê serokê ENKSê Nihmet Dawûd ji Rûdawê re ragihandibû ku ";ENKSê di nameya xwe ya ji bo EGRKê de gotibû ev yasa ji kokê ve nayê qebûlkirin";. +Hewlêr (Rûdaw)- Mûrat Yetkînê nivîskarê rojnameya Radîkalê ku li Tirkiyê weşanê dike radigihîne ku ";wergirtina pereyên petrolê ji bo Kurdan gaveke dîrokî ye";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo peywendiyên siyasî û aborî bi serokatiya şandekêserdana Tirkiyê kir. Ev serdan Ji aliyê medyaya tirkî ve tê ragihandin ku girîngtirîn sedema vê serdanê wergirtina pereyên petrola Kurdistanê ye. + +Serdana Barzanî di medyaya tirkî de deng veda, gelek nûçe û nivîs di derbarê serdanê de cih girtin. Yek ji van jî nivîsa Mûrat Yetkîn e. + +Mûrat Yetkînê ku nivîskarê rojnameya Radîkalê ye di nivîsa xwe ya îro de balê dikişîne ser serdana Barzanî bo Tirkiyê. + +Yetkîn dide zanîn ku ";wergirtina pereyan ji bo petrolê gaveke biçûk e, lê ji bo Kurdan gavek e mezin û girîng e";. + +Yetkîn dibêje ";Sedema vê jî ewe ku hikûmeta Kurdistanê li hember dijderketina Malikî jî dest bi derhênandina petrolê kir û cara yekem petrola Kurdistanê di bazara cîhanê de belav bû";. + +Pereyên petrola Kurdistanê di banka Tirkiyê de ne û dîsa ji aliyê medyaya tirkî ve tê îdîakirin ku şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina van pereyan serdana Tirkiyê dike. + +Yetkîn di nivîsa xwe de balê dikişîne ser têkiliyên Başurê Kurdistan û Tirkiyê yên duhî û îro. Ew asta têkiliyan ji bo Kurdan weke ";serkeftinekê"; nîşan dide û dide xuyakirin ku ";di siyaseta Rojhilata Navîn de miletê ku zehmetirîn siyaset meşandî Kurd in, lê dereng jî be, yê ku serbikevin dîsa dê ew bin";. + +سوفیان یوسڤ بهرپرسێ نڤیسینگهها شنگال یا دهڤهرێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستان + +ئهندازیار ئێزدین خهلهف : رێڤهبهرێ باژێرڤانیا شنگال +ئینترۆ : ژمارا گشتى یا مووچهخوهرێن سڤیل ل شنگال 28625 فهرمانبهرن +10158194232 دهه ملیار وسهد وپێنجى وههشت مهلیون وسهد نۆت وچوار ههزار ودووسهد وسیه ودوو دیناران وهردگرن ل گۆر ئامارێن فهرمى ژمارا مووچهخوهرێن عهرهب ژ یێن كورد پترن ل دهمهكى دا رێژهیا كوردان ل وێ دهڤهرێ دا پتر ژ 90% .. فهرمانگههێن سهر ب حكومهتا ناڤهندڤه ڤه دوو ههیڤان مووچه وهرنهگرتینه وبهشهك ژ فهرمانبهران دهست ژ كار دكێشن +ل سهر وێ چهندێ كو كورد پشكا شێر پێك دهینن ل شنگال دا لێ گوهارتنا دیموغرافیهتا دهڤهرا وان ل سالێن چووى دا وه لێ كربوو كو فهرمانبهرێن عهرهب ژ یێن كورد پتربن +سفیان یوسڤ : بهرپرسێ نڤیسینگهها شنگال یا دهڤهرێن دهرڤهى ئیدارا ههرێما كوردستانێ " ل پێش شهش ههیڤان مه ئامارهك دروست كر كه دیاردبێ كوپ تر ژ 90% ژخهلكێ شنگال كورد لێ ل هندهك فهرمانبهران ژمارا فهرمانبهرێن عهرهب پتر ژ 60% بوو " +پشتى كهتنا پارێزگهها نهینهوا ژێر دهستێ چهكداران گوهارتن ب سهر پرۆسهیا مووچه وفهرمانبهران دا هات ول هندهك فهرمانگههێن شنگال ژمارهكا مهزن یا فهرمانبهران دهست ژ كار بهردان ژبهر نه دانا مووچه +ئهندازیار ئێزدین خهلهف : رێڤهبهرێ باژێرڤانیا شنگال " ڤه دوو ههیڤان مه مووچه وهرنهگرتیه ومهتورسى ههیه فهرمانبهرێن مه دهست ژ كار بهردن كه ژ 125 فهرمانبهران نیزیك 50 فهرمانبهرى دهست ژ كار بهردایه تایبهت ئهو كاركهرێن كه ب رۆژانه ل گهل مه بوون +ل گۆر زانیاریێن ب دهست رووداو كهتین ژ ژێدهرهكى بههوهرپێكرى كه نه خواست ناڤێ وى ئاشكرا ببێ +ژمارا گشتى یا مووچهخوهرێن سڤیل ل شنگال 28625 فهرمانبهرن +10158194232 دهه ملیار وسهد وپێنجى وههشت مهلیون وسهد نۆت وچوار ههزار ودووسهد وسیه ودوو دیناران وهردگرن +فهرمانبهرێن شنگال كه مووچه ژ حكومهتا باشورێ كوردستان وهردگرن ل شنگال 1925 فهرمانبهرن كوژمێ كه وهردگرن 1545758600 ئێك ملیار وپێنج سهد وچل وپێنج مهلیون وههفت سهد وپێنجى وشهش ههزار وشهش سهد دینار +فهرمانبهرێن سهر ب حكومهتا ناڤهند 5650فهرمانبهرن كوژمێ كه وهردگرن 3715935632 دینار +ئهڤ ژماره ژبلى فرمانبهر وفهرمانگهه وسازیێن ئهمنى نه ل شنگال +ژمارا ئهو كهسێن مووچه ژ چاڤدێریا كۆمهلایهتى وهردگرن سهر ب حكومهتا ناڤهند 6500 فهرمانبهره كه 2600000000 دینار وهردگرن +فهرمانبهرێن خانهنشینێن سڤیل ولهشكهرى سهر ب حكومهتا ناڤهند 10000 فهرمانبهرى كه 4000000000 چوار ملیار دینار +خانهنشین سهر ب حكومهتا باشورێ كوردستانێ ڤه نیزیك 300 فهرمانبهریه كه 233مهلیۆن دینار +پێكهفتى یێن ژ حكومهتا باشورێ كوردستانێ مووچه وهردگرن 4250 پهكهفتیه و مووچه یێ وان 637500000 + Amed (Rûdaw)- Cenazeyên 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên di şerê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbûn, li Amedê bi xakê hatin spartin. + +Roja 12ê tîrmehê 2 şervanên YPGê yên ji Bakurê Kurdistanê bi navê Mehmet Salîm Çelîk ku bi navê Hogir Garzan dihat naskirin û A. Vahap Kapar ku bi navê Firat Cîlo dihat naskirin, li gundê Cibinê li rojhilatê Kobanî jiyana xwe ji dest dan. + +Cenazeyên her du şervanên YPGê bi amdebûna bi hezaran kes li goristana Yenîkoy ya Amedê hatin veşartin. + +Roja 11ê tîrmehê cenazeyê fermandarê YPGê Fazil Kapalak ku bi navê Kendal Dewran dihat naskirin û cenazeyê yê şervanekî din ê YPGê bi navê Mistefa Ezîz Arslan ê ku di şerê li herêma Kobanî de jiyana xwe ji dest dan, li Colemêrg û Pirsûsê bi xakê hatin spartin. +Kobanî (Rûdaw)- Ji duh êvarê de derdora 100 Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanî bikin li dijî êrîşên çekdarên DAÎŞê yên ku ev nêzîkî 2 heftiyane li ser herêma Kobanî dike, bi qaçaxî derbasî herêma Kobanî bûn. + +Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê li Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê reragihand ku ";di destpêkê de leşgerên Tirkiyê qedexekiribûn ku Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanî di sînor re derbas bibin û gule di ser wan re avêtin, lê derdora 100 kesî di derengiya şeva borî de bi qaçaxî di sînor re derbasî Kobanî bûn";. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî got ku ";dora saet 3:00 berbanga îro sêşemê, piştî derbasbûna Kurdên Bakur bo herêma Kobanî, bi hezaran gule wekî kêfxweşiyê li Kobanî hatibûn avêtin, ji ber vê yekê tevahiya xelkê bajarê Kobanî ji ber dengê guleyan ji xew rabûn";. + +Çavkaniya ji ragihandina YPGê herwiha diyar kir ku ";şer û pevçûn di navbera YPG û DAÎŞê de li hersê eniyên şer li rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî berdewam dikin";. + +Bi gotina wê çavkaniyê, ";li rojavayê herêma Kobanî YPGê ji derdora gundê Cibinê de êrîşî çekdarên DAÎŞê li gundê Beyadiyê kir û 4 çekdar kuştin, herwiha li gundê Degirman jî şer di navbera her du aliyan derket, lê encam hîn nediyar in";. + +Ragihandina YPGê gotibû ku ";DAÎŞê êrîşî gundê Aşmê li başûrê herêma Kobanî kiribû û YPGê jî bersiv dabû, di encam de erebeyeke Doşka ya DAÎŞê hatibû rûxandin";. Li rojhilatê herêma Kobanî jî şer di navbera her du aliyan li Ehmediyê û Huriyê derketibû û encam nediyar in. + +Li gorî peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, ";di van her du rojên borî de 3 şervanên YPGê şehîd bûbûn, 1 di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbû û duh şehîd bûbû û 2 jî di rahênanên YPGê yên leşkerî de rastî bûyerekê hatibûn û di encamê de jiayana xwe ji dest dan";. +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserok Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namezedê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş di nav diruşmên kampanya xwe ya hilbijartinê de dibêje ku wî ";ti dizî nekiriye û tenê li sazê daye";. + +Demîrtaş di diruşmên hilbijartinê de gelek diruşmên ku rêbaza wî dide diyarkirin nivîsandine wek ";dema hûn bi serokomar difikirin, bi guhertina demokratîk bifikirin"; û ";bi serokomarekî wiha ku qet cudatiyê neke bixwaze ku her kes di komara wî de bi awayekî demokratîk bijî, bifikire";. + +Îro namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş rêbaz û programan xwe ya hilbijartinê ragihand û strana kampanya xwe ya hilbijartinê ya bi navê ";Were Demîrtaş were"; ji raya giştî re aşkere kir. + +Bi zimanê tirkî gotina ";çaldim"; him tê wateya ";min dizî"; û him jî tê wateya ";min li amûreke mûzîkê da";, ji ber wê Demîrtaş dibêje ";min tiştek nediziye tenê min li sazê daye";. +Kobanî (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên li rojavayê herêma Kobanî ku şer li derdora wan diqewime, vala dike. + +Li rojhilatê herêma Kobanî piştî ku gundên Girê Sor, Kendal û Evdukî li gundewarên herêma Girê Spî (Til Ebyed) ketin destê çekdarên DAÎŞê, YPGê gundên wek Dinnay, Kûpirlik, Cirin, Huriyê, Bendirxan, Um el-Hewa û Serzorî li rojavayê Girê Spî ji sivîlan vala dike. + +Encûmena cîbicîkar a kantona Kobanî derbarê vê yekê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku ";derxistina siîlvan ji gundên rojhilatê herêma Kobanî bi armanca parastina jiyana wan ji topbarana DAÎŞê ye";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";derxistina sivîlan proseyeke demkî ye û piştî ku aramî li wan gundan vegere û şer nemîne, wê dîsa sivîl vegerin gundên xwe";. + +Sivîlên gundên Girê Spî ku ji aliyê YPGê ve hatine valakirin, beşek ji wan Kurd in û beşek jî Ereb in. + + +Şirnex (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ku balê bikşîne ser şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê, li ser sînorê Bakûr û Rojava kon vegirt û dest bi çalakiya rûniştinê kir. + +Koma ku di nav wan de Parlementerê Şirnakê yê HDPê Faysal Sariyildiz,SerokaŞaredariyaCizîrê Leyla Îmret jî hene, bi pêşengiya DBPê li taxa Sûrê kom bûn û ji bo kon vegirtinê ber bi sînorê Cizîrê-Qamişlo ve meşiyan. + +Kom di bin tewdîra polîs û cendermeyan degihîşt cihê ku dê kon lê bê vegirtin. + +Sariyildiz li wir bi kurdî axaftinek kir û destnîşan kir ku kurdên Rojavayê Kurdistanê wek egîdan ji bo xîreta xwe şer dikin û wiha dewam kir: "Kurdên Rojava di bin şert û mercên gellekî zehmet de ji bo xîret û azadiyaxwe şer dikin. DAIŞbi wan çekên giran ên ku li Mûsilê bidest xistin êrişî gelê kurd dike." + +Sariyildiz bal kişand ser bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava bi tenê neşoreşa Rojava ye,lewra evşoreşa gelê kurd û ya hemû gelên dinyayê ye ku heta îro bindestbûn. Ew rojên ku me ji dûr veşoreş dişopand derbas bûn û êdî lazim e ku em bi xwe jî tevlî şoreşê bibin. Emê li vê derê li ser sînornobetê bigrin û di van konan de emêhewl û xebatên wan çeteyan şermezar bikinû nobetêbigirin." + +HDP, KESK, DÎSK û hin saziyên sivîl jî ji bo konên ku li sînor hatin vegirtinpiştgirîdan. + +Li ser sînorê navbera bajarên Riha û Kobanî yên Bakûr û Rojava jî ev 6 roj in çalakiya vegirtina kon ji bona ku balê bikşînin ser êrişên DAIŞê yên li dijî Rojava bi taybet herêma Kobanî, didome. + +Li qada nêzîkî sînorê Girê Spî û Serêkaniyê (Riha) 5 kon hatin vegirtin û ewlehiya qadê ji aliyê welatiyan ve pêk tê. + +Bi sedan welatiyên ji bajarên Wan, Edene, Şirnex, Sîlopî, Cizîre, Serêkaniyê, Wêranşar, Qoser û Nisêbînê hatin tevlî çalakiyê bûn û heya serê sibê nobet girtin. + +Parlementerê HPDê Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û rêveberên HDP û DBPê jî tevlî çalakiyê bûn. + +Şirnex-Meş + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, şandeke pilebilind a îranî li Başûrê Kurdistanê ye û dê piştî civîna digel rayedarên YNK û Tevgera Gorranê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî bicive. + +Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê, Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re got, şandeke îranî serdana Herêma Kurdistanê kiriye û da zanîn, ew şand bi serokatiya alîkarê sekreterê giştî yê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Dr. Riza Muqedem hatiye Kurdistanê. + +Ebdullah Akreyî eşkere kir, şanda îranî dê du rojan li Başûr bimîne û got, endamên şandê duh li bajarê Silêmaniyê bi aliyên siyasî re hevdîtin pêk anîbûn. + +Li gorî agahiyên Akreyî, şanda îranî dê îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike û dê her du alî li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê her wiha rewşa Iraqê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda Îranê li Silêmaniyê cihê cihê bi rayedarên YNK û Tevgera Gorranê re civiyaye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nameyekê ji Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî re şand û tê de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha serokwezîriya Nûrî Malikî kir. + +Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, Barzanî nameyek jê re şandiye û got, Barzanî di nameyê de hurmeta xwe ji kurd, sunnî û şîe re nîşan daye û bi çavekî li wan dinêre. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, nameya Barzanî bi rêya endamê serokatiya PDKê û endamê Parlamentoya Iraqê Xesro Goran re ji Ceiferî re hatiye şandin û tê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha serokwezîriya Nûrî Malikî hatiye kirin ku kurd li dijî sêyemîn dora serokwezîriya Malikî ye. + +Ev di demekî de ye ku parlamentera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Malikî, Aliye Nuseyîf ragihand, ew rijd in li ser namzediya Nûrî Malikî ji bo serokwezîriya Iraqê. + +Tê zanîn, Barzanî beriya niha gotibû, eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ew dê referandoma ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê li dar bixin. + +Qamişlo (Rûdaw) - Destpêşxeriya Kurdî bo Guhertinên Demokratîk li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê civiya û komîteyek ji 7 kesan bo amadekirina reşnivîsekê û pêşkêşkirina wê ji hemû hêzên opozîsiyona Sûriyê re pêk anî. +Nûçeghanê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku di civîna Destpêşxeriya Kurdî bo Guhertinên Demokratîk de ku tê de partiyên birêvebiriya xweser amade bûn komîteyek ji 7 kesan hat pêkanîn ku nûnerên Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Kombûna Sivîl a Xiristiyanan, Yekîtiya Suryanî, Desteya Hemahengiyê, Komîteya Niştîmanî ya Erebî di komîteyê de cih girtin û 3 nûner man para partiyên kurdî di birêvebiriya xweser de. +Nûçegihanê Rûdawê got ku ew komîte wê reşnivîsekê amade bike da ku pêşkêşî hemû aliyên opozîsiyona Sûriyê bike ji bo lidarxistina "kongreyeke niştîmanî" û dîtina çareseryekê ji kirîza Sûriyê re. +Tevî ku berpirsekî ji birêvebiriya xweser ji Rûdawê re ragihandibû ku wan Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vexwendine civînê lê endamê sekreteriya giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Rûdawê re ragihand ew weke ENKSê beşdarî civînê nabin, û got ku ENKSê pêwendiyê bi birêvebiriya xweser re nake. +Roja 9ê Gulana 2014an, partiyên birêvebiriya xweser û TEV-DEMê destpêşxeriyek ji bo "yekxistina opozîsyona Sûriyê û bicihkirina demokrasiyê li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet"pêşkêş kiribûn. + +Şirnex (Rûdaw) – Di doza KCKê ya Şirnex de 23 girtî hatin berdan û di vê doze de ti girtiyek nema. +Di dozak KCKê ya Şirnexê de 68 kes tên darizandin ku 23 jê girtî û yên din jî li derveyî girtîgehê tên darizandin. +Yekemîn Dadgehê Cezayê Giran a Şirnexê îro biryara berdana 23 girtiyên KCKê da û bi vî awayî di doza KCKê ya Şirnexê ti girtiyek nema. +Di dema rûniştinê dadgehê de 14 tohmetbarên ku li derveyî girtîgehê dihatin darizandin jî beşdar bûn. +Parlamenterên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û hevşaredarên Şirnexê yên HDP'ê Serhat Kadirhan û Ozlem Onuk, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvan Elçî, malbatên girtiyan jî beşdarî rûniştina dadgehê bûn. + +Amed (Rûdaw) - Li Amedê li Qada Deriyê Çiyê komekê êriş kir ser konê fitarê yê ji aliyê Serkonsulê Edenê ya Emerîkayê û Şaredariyê Sûrê ve dihat dayîn. Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand, îro danê êvarê Komek kes nêzikî dema fitarê êrişî konê fitarê yê ji aliyê Konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Endenê yê Tirkiyê û Şaredariya Sûra Amedê ve hatibû vegirtin, kir. + +Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. Ji nav van birîndaran de kesê bi navê Mustafa Ocakli giran birîndar bû. + +Birînadar li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatin dermankirin. Polîs piştî êrişê li Qada Deriyê Çiyê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh girtin. + +Serkonsulê Edenê yê Emerîkayê John Espînoza li ser vê êrîşê di Komeleya Rojnamevanan de civîna çapemeniyê pêk anî û ew êriş şermezar kir û anî ziman ku ev kesên êrişkar nûnertiya xelkê Amedê nakin. + +Espînoza wiha dom kir: ";Êrişa kesên holîgan û beredayî ku xwarina zarokan ji devê wan distînin û dirijînin, nayê qebûl kirin. Lê ez ne bawerim ku ev êriş di navbera me û xelkê Amedê de dilsariyê çêke."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Komele û hêzên Kurdan li Swêdê ji bo ku piştgiriyê bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê, wê li Stokholmê xwepêşandanekê li dar bixin. + +Xwepêşandan wê di bin navê ";Em piştgiriya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike’ de roja şemiyê 19.07.2014 were lidarxistin. + +Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê di daxuyaniyekê de banga wê xwepêşandanê kirine ku dê bi piştgiriya nûnertîya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê bê lidarxistin. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin ";Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên Başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin";. + +FKKSê û hêzên Kurd û Kurdistanê di daxuyaniya xwe da wiha gotin ";Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e";. + +Herwiha bang li hemû hemwelatiyan û dostên Kurdan kirin bi ala Kurdistanê tevlî xwepêşandinê bibin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê alîkariya malbatên şehîdan dike û pirsnameyeke fermî ji sê komîteyan ji wan re dişîne. + +Serokê komîteya pêşmergeyan a Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sibe sê komên parlamentoyê dê serdana hemû malbatên pêşmergeyên şehîdbûyî bikin. + +Arî Hersîn got ku ewê 2 milyon dînar û pirsnameyeke fermî ya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo wa malbatan bibin. + +Derbarê hejmara malbatên pêşmergeyên şehîdbûyî de Arî Hersîn diyar kir ku wan li ser navê serokatiya parlamentoyê û komîteyan heta niha navên 54 kesan bi dest xistine ku diyar bûne ew di bûyerên dawî de şehîdbûne. + +Di van bûyerên dawiyê de yên ku di navbera Iraq û hêzên pêşmergeyan de li Mûsil û navçeyên Kurdistanê yên ku ne di bin kontrola wan de ne û di şerê di navbera çekdarên DAÎŞ û pêşmergeyan de heta niha 54 pêşmerge şehîd bûne. + +Kobanî (Rûdaw)- Rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê aşkere kir ku zêdetirî 900 şervan ji Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne. + +Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ";duh sêşemê zêdetirî 100 şervan bi hevaltiya bi dehan sivîlên ji Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Kobanî bûn ji bo ku li dijî çekdarên DAÎŞê piştgiriyê bidin Kobanî";. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ";ew 100 şervan jî wek her 800 şervanên din ên Bakurê Kurdistanê, tevlî YPGê bûn da ku êrîşên çekdarên DAÎŞê li ser herêma Kobanî rawestînin";. + +Duh çavkaniyekê ji ragihandina YPGê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku dora 100 kesî di derengiya şevê de bi qaçaxî di sînor re derbasî Kobanî bûn û tevlî YPGê bûn. + +Ji 2yê tîrmehê de, çekdarên DAÎŞê li başûrê, rojhilat û rojava de êrîşê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha dest danîne ser 7 gundên herêmê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserok û namezedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê êrîşên çekdarên DAÎŞê li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da Tirkiyê. + +Demîratş piştî vekirina ofîsa hilbijartinê li navçeya Esenyurt a Stenbolê ragihand ku ";Heta ku Kobanî ji çekdarên DAÎŞê neyê paqijkirin wê ev yek ji bo hemû Tirkiyê xeta sor be, ji ber ku eger Kobanî bê xistin wê hefteyek din dor bê Hatay, Edenê û Mêrsînê";. + +Demîratş diyar kir ku pêwîste hemwelatiyên Tirkiyê bê ku ziman, ol û mezhebên hev înkar bikin û zextan li hev bikin, bikaribin bijîn. + +Hevserokê HDPê bal kişand ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û got ku ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên siyasî yên ku heta niha hatine meşandin ";girîngtir"; e. + +Ji roja 2yê tîrmehê de çekdarên DAÎŞê êrîşî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin. +Qamişlo (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) careke din tekez kir ku ew ";îtîrafê"; bi rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, nake. + +Piştî civîna sekreteriya giştî ya ENKSê duh li Qamişlo, Endamê ENKSê Ehmed Berekat di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê ragihandin. + +Berekat got ku ";ew amade ne di bin navê PYDê yan EGRKê yan jî TEV-DEMê danûstandinê bikin, lê ew îtîrafê bi rêveberiya xweseriyê nakin û danûstandinê di bin vî navî de ligel wan aliyan nakin";. + +Daxuyaniyên Berekat weke bersivdanekê li ser destpêşxeriya ";Encûmena Eşîretên Kurd"; ji bo despêkirina danûstandinan di navbera ENKS û EGRKê de. + +Derbarê yasaya leşkeriya icbarî ku duh ji aliyê hevserokê kantona Cizîrê ve hat pesendkirin, Berekat bal kişand ku ew wek ENKSê dibînin ev yasa ";gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê";. + +Ji aliyê xwe ve, endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif di kongreya rojnamevaniyê de got ku ";eger her rêkeftineke leşkerî pêwîst be, divê di bin bane komîteya pispor a Desteya Bilind a Kurdî de be";. + +Li gor wê yasayê, divê her malbateke herêma Cizîrê kurekî xwe yê ku temenê wî di navbera 18-30 salan de be bide da ku 6 mehan xizmeta leşkerî ya icbarî bike di nava refên YPGê de. +Kobanî (Rûdaw)- Asayişa li bajarê Kobanî 4 kes ji xwediyên zarokên ku ev zêdetirî mehekê ye li bajarê Munbicê dîl di destê çekdarên DAÎŞê de ne, girtin. + +Çavkaniyekê ji bajarê Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";şeva borî 4 kes ji xwediyên zarokên ku di destê DAÎŞê de ne, serdana navenda asayişa Kobanî kirin ji bo ku li rewşa zarokên xwe bipirsin";. + +Çavkaniyê diyar kir ku heta vê sibehê jî ew 4 kes ji aliyê asayişê de hatine binçavkirin û heta îro sibehê nehatine berdan. + +Di nava her çar kesên girtî de rojnamevanekî bi navê Sedredîn Kino heye. + +Her du encûmenên kurdî li Kobanî komîteyek ava kirine ji bo pevguhertina dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê bi zarokên Kobanî yên di destê DAÎŞê de, lê hewldana wê komîteyê ya yekem di heftiya borî de sernegirt. + +Serdana xwediyên 4 zarokan piştî wê yekê hat ku tê îdîakirin ";5 dîlên DAÎŞê yên li cem YPGê li Kobanî reviyane";. Lê heta niha YPGê ti daxuyanî derbarê vê yekê de dernexistiye. + + Amed (Rûdaw)- Platforma Demokratên Kurd çendîn roj berê li Amedê li Kûçyeya Hûnerê ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Li ser vê yekê standa PDKê ji aliyê hin kesên nenas ve rastî êrîşa bombeya dengê hatibû. + +Rêxistinên Kurdistanî ji ber vê bûyerê civîneke çapemeniyê pêkanîn û nerazîbûn xwe anîn ziman. + +Endamên PDKê jî ji ber vê erîşê dilêşiya xwe anîn ziman û ragihadin ku ev êrîş li dijî nirx û berjewendiyên neteweyî ye. + +Endamê Rêveberiya PDKê Tahsîn Sever wiha got: ";Ev êrîş li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Em li vir ji bo partî û rêxistinan çalakî nakin. Em ji bo miletê xwe û serxwebûna Kurdistanê çalakiyê dikin û ev çalakiya me xebatekî pîroz û qedirgiran e";. + +Rêxistinên Kurdistanî didin zanîn ku ew li hemberî van bûyer û êrîşan gav paşde navêjin û ji bo çalaktir û zêdetirkirina piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dê bi gelek beşên civakê re xebatan bikin. + +Serokê Koma Dîcle û Firatê Muhîttîn Batmanli derbarê vê de ragihand ";Ji xwe ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê komîte ava bûbûn. Emê jî bi şêx û meleyên Kurd û bi kesên alim re ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê komîteyan çêkin. Heta ku Başûrê Kurdistanê serbixwe bibe emê têbikoşin";. + +Partî û rêxistinên Kurdistanî diyar dikin ku ew xwediyê pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ne û ji bo vê yekê jî dê xebatên wan dom bike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Gultan Kisanak û Firat Anli derbarê êrîşa konê fitarê ya li Qada Deriyê Çiyê, serdana Waliyê Amedê Cahît Kiraç kirin. + +Hevserokan amaje kirin ku ev serdan ji bo ku rayedarên dewletê li dijî êrîş û provakasyonên bi vî rengî hişyarbin hatiye kirin. + +Gultan Kişanak di vê serdanê de da zanîn ku êrîşa pêkhatî ne êrîşeke ji rêzê ye û rewşeke xeter e. + +Kişanak amaje kir ku Amed ji aliyê rêzgirtina oldarî û bawermendiyê ve bajareke pêşketiye û ev êrîş ne li gorî rengê Amedê ye. + +Hevserokan ji rayedarên dewletê xwestin ku berpirsiyarên vê êrîşa hovane werin girtin û hesabê bidin. + +Daxuyaniyê de hate gotin ku xelkê Amedê di vê mijarê de hestiyar e û nehatiyê vê provakasyonê û dê tu carî jî newe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk ragihand ku dewleta Tirkiyê çavên xwe ji tev û liva çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ li sînorê Tirkiyê-Sûriyê digire. +Îro, Çarşemê, konsulsê Amerîkî yê Edeneyê John Espinoza bi Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk û Febrûniye Akyol re hevdîtin kir. +Di civînê de Ahmed Turk balkişande ser tev û liva çekdarên DAÎŞê li ser sînorê Tikriyê û Sûriyê de û rexne li ser xemsariya Tirkiyê di vê barê girtin. +Turk diyar kir ku ";Çûn û hatina çekdarên rêxistina DAîŞê di sînorê Tirkiyê de û helwesta dewleta Tirkiyê ya ku çavê xwe li DAÎŞê digire, dibin sedem ku Kurd gelek di mijara pêvajoya aştiyê de bi guman bin."; +Ji roja 2-3ê mehê ve çekdarên DAÎŞê êrîşî gundên rojava û rojhilatê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê dikin û gefan dixwin ku ew dê Koabnî jî tevlî sînor ";Dewleta"; xwe bikin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Li navçeya Til Werd a ser bi bajarê Kerkûkê ve şer û pevçûn di navbera çekdarên radîkal ên rêxistina DAÎŞê û Hêzên Pêşmerge de derket. +Rêveberê polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji demjimêr 4ê piştî nîvro ve, çekdarên DAÎŞê ji navçeya Til Werd êrîşek li ser Hêzên Pêşmerge dest pê kirine."; +Serhed Qadir da zanîn ku: ";Heta niha şer û pevçûn berdewame û çekdarên DAÎŞê dixwazin dixwazin ber bi navçeya Yayçî ve pêş bikevin, lê Hêzên Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê rûbirûyê wan dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi sedema şer û pevçûnên berdewam di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ li navçeya Til Werd a ser bi Kerkûkê ve 3 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. +Drdora demjimêr 4ê pişrî nîvro, çekdarên DAÎŞ li navçeya Til Werd a ser bi bajarê Kerkûkê ve êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin û het niha şer û pevçûn berdewame. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di şerê navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de 3 Pêşmerge şehîd ketin bûn û 6ê din birîndar bûn. +Wek Tora Medayayî ya Rûdawê zaniye, fermandeyê fewca yek ya lîwayê 6 ê Hêzên Pêşmerge, Berzanî Elî Xale di nav birîndaran de ye û hemû birîndar bo Hewlêrê hatine veguhestin. +Berî niha rêveberê polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Ji demjimêr 4ê piştî nîvro ve, çekdarên DAÎŞê ji navçeya Til Werd êrîşek li ser Hêzên Pêşmerge dest pê kirine."; +Serhed Qadir da zanîn ku: ";Heta niha şer û pevçûn berdewame û çekdarên DAÎŞê dixwazin dixwazin ber bi navçeya Yayçî ve pêş bikevin, lê Hêzên Pêşmerge û polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê rûbirûyê wan dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Endama polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hêro Ibrahîm Ehmed ragihand ku bo posta serokomarê Iraqê wê piştgiriya ti kandîdekî diyarkirî nekiriye. +Hêro Ibrahîm Ehmed ku di heman demê de hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê YNK Celal Talebanî ye di daxuyaniyekê de red kir ku wê piştgiriya kandîdekî diyarkirî li ser hisabê kandîdekî din di nava YNK de bo posta serokatiya Iraqê kiribe. +Herwiha di daxuyaniya Hêro Ibrahîm Ehmed de hatiye: ";Min piştgiriya kesî nekiriye bo posta serokomar û piştgiriya kesî jî nakim, ji ber ku ew kesê ku xwe kandîd bike pêwîste helgirê wan mercan be ku Kurdistanî û endamên YNKê pê bawer bin."; +Hevjîna Talebanî diyar kir jî ku: ";Endamên YNK jî demekê bawer dibin, ku ew post bi kesekî bê dayîn ku di qonaxên cûda yên xebata siyasî û partîtî de nimûneyek xweragirî û dilsoziyê be bo pirensîpên YNK û helwestên wî yên borî ev yek ji YNK re , ne tenê ji bo min, piştrast kiribin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Parêzgarê Kerkûkê, Dr. Necmedîn Kerîm xwe ji bo posta serokoamrê Iraqê kandîd kir. +Çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê."; +Bo vê mebestê Rûdaw peywendî bo serokatiya Parlamentoya Iraqê re kir, lê ew neamadebûn ti daxuyaniyekê di vê barê de bidin, hevdem Rûdawê xwest peywendiyê bi Dr. Necmedîn Kerîm re kir lê peywendî çênebû. +Cîgirê duyem yê serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Çarşemê, deriyê xwekandîdkirin bo posta serokatiya Iraqê vebû bo wan kesên ku dixwazin xwekandîd bikin, herwiha diyar kir ku dê 3 rojan derî bo wê mebestê vekirî bimîne. +Derbarê navê wan kesên ku îro bo posta serokatiya Iraqê kandîd kirine, Şêx Mihemed bêagahiya xwe anî ziman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser posta serokomarê Iraqê û xwekandîd kirina endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm bo vê postê karvedanên derketin holê. + +Duh, 16.07.2014, çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Roja Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê."; + +Di vê barê de her yek ji Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî û berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextiyar di daxuyaniyekê de ragihandin ku heta niha YNK di danûstandinê de ye ligel aliyên din bo diyarkirina kandîdekî bo posta serokomarê Iraqê ji nava YNK. + +Herwiha Kosret Elî û Mela Bextiyar tekez kirin ku ";Diyarkirina kandîdê serokomar tenê ji desthilata polîtburoya YNK ye û her gavek berovajî vê yekê em ti carî qebûl nakin."; + +Her du rayedarên YNK aşkere kirin jî ku di heyama her 3 rojên bê de, dê polîtburoya pirsa kandîdê posta serokomarê Iraqê yek alî bike û navê wî ragihîne. + +Di daxuyaniyê de hatiye jî: ";Bi vê daxuyaniyê em hemû aliyekî agehdar dikin, bi taybetî serokatiya Parlamentoya Iraqê ku dê di 3 rojên bê de polîtburoya YNK Biryra xwe ya dawî li ser kandîdê serokomarê Iraqê pesend bike û birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser wê biryarê dê bê agehdar kirin, tenê polîtburoya YNK desthilata wê ye temam heye bo diyarkirina kandîdê YNK bo posta serokomar."; + +Hevdem duh, Çarşemê, hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê YNK Celal Talebanî, Hêro Ibrahîm Ehmed di daxuyaniyekê de red kir ku wê piştgiriya kandîdekî diyarkirî li ser hisabê kandîdekî din di nava YNK de bo posta serokatiya Iraqê kiribe. + +Hevdem serokê frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Parlamentoya Iraqê Xesro Goran derbarê xwekandîd kirina Necmedîn Kerîm de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Li gor mercên yasayî, her welatiyek mafê wî heye ku C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê bike bo wê postê, lê heta niha em wek hemû frakisyonên Kurd ti biryara dawî û yek alîker li ser postas kandîdekî nedaye û wek Kurd me ti kandîdek bi fermî nîne."; + +Herwiha Xesro Goran da zanîn ku: ";Ev babet girêdayî mafê Kurde û rêkeftina serkirdatiya Kurd ki ser kandîdekî di çend rojên bê de ew dê bibe kandîdê frakisyonên Kurd li Bexdayê."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Li bajarê Hewlêrê bavekî kurê xwe di xewê de kuşt û got ";ez nepoşmanim"; + +Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha ragihand: ";Demjimêr 5ê serê sibehê kesek bi navê R.E.M (50) xwe radestî binkeya polîs kir û mikur kir ku kurê xwe yê bi navê R. (20) kuştiye."; + +Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku R.E.M li wê yekê jî mikur hat ku dema kurê wî R. razabû, bi pîrketê li pişta wî da û ew kuşt. + +Bûyer li taxa Rastî li bajarê Hewlêrê çêbûye, zêdetir jî rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê got:";Di dema li xwe mikur hatinê, R.E.M ragihandiye ku kurê wî ligel wî gelek xirab bû û hebên hişbir dixwarin. Li ber vê, şeva borî jî li ser kirîna otomobîlekê şer kiribûn."; + +Li gor gotina rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, R.E.M gotiye: ";Li ser kuştina kurê xwe ez ne poşmanim û ez rihet bûm."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser sînorê navçeya Tel Werdê çekdarên DAÎŞê êrîşî Hêzên Pêşmergeyan û polîsên navçe û gundewarên Kerkûkê kirin. +Rêvebirê polîsê navçe û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Pêncşemê, serê sibê çekdarên DAÎŞê êrîşî Hêzên Pêşmergeyan kirin û wan jî bersiv da. Di pevçûnê de 6 Pêşmerge birîndar bûn, lê ziyanên DAÎŞê heta niha nayên zanîn. +Şeva borî di şer û pevçûnên Til Werdê de 5 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, 21 jî birîndar bûn. +Li gor agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber ku îro 17ê Tîrmehê ye, ango roja salvegera desthilatiya partiya Bae’s ye, niyeta çekdarên DAÎŞê heye ku êrîşên mezintir bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Du kes ji xwediyên girtiyên Kobanî yên li cem rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê), ku roja sêşema borî ji aliyê Asayişa Kobanî ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan û çar kesên din jî hîn girtîne. +Çavkaniyekê ji Asayişa Kobanî ji Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî re da zanîn kuAsayişê kesek ji xwediyên girtiyên li cem DAIŞê û rojnamevan sedredîn Kunno serbest berdane. +Heman çavkaniya Asayişê diyar kir ku lêkolîn bi her çar kesên din re berdewam in û tê çaverêkirin ku îro, pêncşemê, ew her çar kes jî serbest bên berdan. +Roja sêşemê saet 9ê êvarê, bi dehan ji xwediyên girtiyên Kobanî yên li cem rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê), bi awayekî aştiyane li pêş şarederiya Kobanî kombibûn, û daxwaza bilezkirina cîbicîkirina proseya bihevguhertina dîlên DAIŞê yên li cem YPGê bi girtiyên Kobanî yên li cem DAIŞê kiribûn. +Asayîşa Kobanî hatibû cihê kombûnê û ji xwediyên girtioyan yên kombûyî ku piraniya wan bav û dayikên girtiyên li cem DAIŞê bûn xwestibû, ku ew belav bibin, piştî danûstendina di navberaAsayîşê û xwediyên girtiyan de,Asayîşê 5 ji xwediyên girtiyan û rojnamvenekî bi navê Sedredîn Kunno girtibûn û kesên kombûyî jî ji hev belav kiribûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Iraqê, Selîm Cibûrî gihişte bajarê Hewlêrê û biryare ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê Cibûrî û Barzanî di civîna xwe de behsa posa serokomarê Iraqê bikin. +Rûdaw zaniyariyên zêdetir belav dike... + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, zêdetirî hezar û 800 efser û serbazên artêşa Iraqê ku pirraniya wan kurd in û di nav wan de turkmen, ereb jî hene dixwazin tevlî hêzên Pêşmerge bibin. + +Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, ev zêdetirî hefteyekê ye li bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê 4 navend ji bona wergirtina pêşmergeyên nû hatine vekirin. + +Helgord Hîkmet da zanîn, heta niha zêdetirî hezar û 800 efser û serbazên artêşa Iraqê navê xwe tomar kirine ku tevlî hêzên Pêşmerge bibin ku di nav wan de jibilî kurdan, ereb, turkmenên şîe û sunnî jî hene. + +Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge anî ziman ku di nav wan leşkerên ku navê xwe tomar kirine efserên pilebilind ên artêşa Iraqê jî hene û got, piştî tomarkirina navan xilas bû dê li gorî şiyan û pêwîstiyê bên wergirtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama şer û pevçûnên pasdarên Îranê û ";çekdarên nenas"; de ";4 çekdar"; û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan. + +Li gorî medyaya Îranê, roja sêşemê (15ê Tîrmehê) li bintara çiyayê Dalaho yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pasdarên Îranê û komek çekdar de şer derket. + +Li gorî malpera farsnews a îranî ku nêzîkî pasdaran e, di wê bûyerê de ";5 dizên çekdar"; hatin kuştin lê nasnameya wan çekdaran nehatiye eşkerekirin. + +Lê malpera kurdî ya KurdPayê ragihandiye, şerê Dalaho ji ber wê qewimiye ku komek gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xwestine alîkariya darayî ji kargeheke qîrê bistînin lê xwediyê kargehê û karkerên wê li dijî vê yekê derketine. + +Ji ber wê jî gerîlayan 2 kes ji nav wan karkeran girtine û bixwe re birine lê piştî demekê ketine kemîna hêzên pasdaranên Îranê û şer derketiye. + +Li gorî KurdPayê ku agahiyên xwe spartiye ";jêderekî";, di wî şerî de karkerek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye her wiha 4 gerîlayên PJAKê jî di şer de jiyana xwe ji dest dane û 3 ji wan jî wenda bûne. + +Ji aliyekî din, malpera ANFê jî navên ";4 şehîdên rojhilatî"; eşkere kir û ragihand, ew gerîla ku ";di dem û cihên cuda de"; jiyana xwe ji dest dane lê ti agahiyek din li ser çawaniya şehîdbûna wan neda. + +Heta niha PJAKê li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav nekiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), navên namzedên xwe yên serokomariya Iraqê radestî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. +Berpirsê Encumena Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, îro (17ê Tîrmehê ) li Pîrmamê bi Barzanî re hevdîtin kir û navên namzedên serokomariyê yên YNKê radestî wî kir. +Li gorî agahiyên Rûdawê, namzedên YNKê yên serokomariya Iraqê endamên Polîtburoya YNKê Dr. Fuad Meisûm û Ednan Muftî ne. +Lê wek tê zanîn beriya niha behsa 4 namzedan dihat kirin lê li gorî tê gotin ";ji ber nakokiyan"; navên Berhem Salih û Necmedîn Kerîm hatine jêbirin. +Li gorî rêkeftina di navbera kurd, sunnî û şîe de, serokomariya Iraqê pişka kurd e û di nav kurd de jî pişka YNKê ye. +Tomarkirina navên namzedên serokomariya Iraqê ji roja 16ê vê mehê ve dest pêkiriye û dê heta 20ê mehê bidome. +Serokomarê Iraqê ji aliyê endamên parlamentoyê ve tê hilbijartin. +Qamişlo (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand, îşev 3 teqînên bihêz balafirxaneya Qamişlo hejandin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, heta niha nayê zanîn gelo di teqînan de zirar gihîştiye ti kesî yan na... + +نڤيسهر و چاڤدێرێن سياسي يێن تركيێ سهرهدانا شاندێ باشوورێ کوردستانێ ژ بۆ ئەنقەرە ب گرنگی دزانن و خویا دکن كو د چهند سالێن رابهۆري دە هاتیە سهلماندن كو باشورێ كوردستانێ باشترين هەفسێ و ههڤپهيمانا تركيێ بوويه و هەڤبەندی د ناڤبەرا گهل كورد و گەلێ ترکیێ دە ههر تم سود ب هەر دوو ئالیان گههانه، نها وەلاتێ تركيێ د کارە ب رێيا باشوورێ کوردستانێ ههموو پرسگرێکن خوه چارەسەر بکە، ب تايبهتي پرسگرێکا كوردي د ڤی وەلاتی دە . +ژ ئالیێ خوڤە د. دوگو ئهرگيل ئهندامێ ناڤهندا لێكۆلينێن ستراتيژي ل تركيێ خویا دکە ، ئێدي تركيێ ب چاڤەکێ دن تەماشەی باشورێ کوردستانێ دکە، ئهوه بۆ وەلاتەكێ دموكراسی وەکۆ تركيێ گاڤەک پر بالکێشە و نابە نە گەلێ ترکیێ، نە ئالیێن سیاسی ل ترکیێ شهرم ژ ڤێ یەکێ بکن: هەروەها د بێژە: د هەیاما چەند سالێن رابوری دە پهيوهنديێن تركيێ و باشورێ كوردستانێ بەرەف ئاستەکا بلند چوونە ، و ئەف یەک ژی خویا دبە کو باشورێ كوردستانێ ههڤپهيمانا ستراتيژيا تركيێ دبە و سینۆرێن تركيێ دگەل كوردستانێ هەر تم د ئارام و تەنابونە، و بهرۆڤاژي بوچونا گەلەک ژ سەرکردێن بەرێ يێن تركيێ کۆ دگۆتن كوردستانێ وێ مترسی ژ بو سەر ئەولەهیا تركيێ هەبە لێ نها ئەڤ نەرینە پێچەوانە بوونە سەرکرداتیا ترکیێ ب سەروکاتیا پارتا داد و گەشەپێدان گرنگیەکا زاڤ ب نافچێن باشورێ کوردستانێ ددەن و هەروەها د ناڤا ترکیێ ژی دە چارەیا دووزا گەلێ کورد دکن. +ژئاليەکێ دن نڤيسهرێ ناڤدارێ تركيێ حهسهن جهمال خویا دکە: سياسهتا حوكمهتا ئهردۆگاني ل ههمبهر باشورێ كوردستانێ زەحف سهركەتي بويه و دڤێ ئهردۆگان ل سهر هەمان سياسهتا خوه دوم بکە، ژ بەر ڤێ یەکێ تركيێ و باشورێ كوردستانێ پێویستی ب هەڤ دوو هەیە و زەنگینیا باشورێ كوردستانێ ژ بۆ تركيێ خالهكا بالکێش وگرنگه وهەروەها باشورێ كوردستانێ رۆلهكا سهرهكي هەبویە ل هەمبەر راگرتنا شهري دناڤ بەرا هێزێن حکومەتا ترکیێ و شەرڤانێن پارتیا کرێکارێن کوردستانێ و چارهسەكرنا پرسگرێکا كوردي ب گشتی ل تركيێ ، د درێژیا گوتنێن خوە دە جەمال د بێژە: دڤێ وەلاتێ تركيێ سودیێ ژ سياسهتا سەرکردایەتیا کوردستانێ وەربگرە ب تايبهتي ژي د قۆناغا نها دە ئا پری ئالوزی و تەڤلهەڤی . +ژ ئالیێ خوڤە حسێن چهليك جێگرێ سهرۆكێ ئاكپارتي دەربارێ سهرهدانا مسعود بارزاني بۆ تركيێ د بێژە: سهرۆك وهزيرێن مه رهجهب تهيب ئهردۆگان ههر تم گرنگي دايه نێرينێن بارزاني ب مەرەما چارهكرنا پرسگرێکا كوردي و نها ژي پهيوهنديێن مه وباشورێ كوردستانێ رۆژ ب رۆژێ باشتر دبە و ئهم د رژدين كو د بوارێن ئابووري و سياسي دە پهيوهنديێن خوه گهلهك باشتر بكين و گۆت: مه بهريا نها ژي ب زەلالی خویاکریە باشورێ كوردستانێ د گهلهك بواران دە گرنگیا خوە ژ بۆ تركيێ هەیە و ئیرو جڤاكا مه وێ گرنگيێ باشتر د بینە . + + + Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Kurdên ku Tirkî nizanin di rêwitiya balafiran de gelek zehmetî û astengiyan dikşînin. Rêwî anonsên ku Tirkî û Ingilizî tên kirin fam nakin û ev yek jî ewlekariya wan dike metirsiyê de. Daxwaznameya ji bo çareserkirna vê pirsgirêkê ya parêzerekî ji baroya Amedê aliyê Esmangeriya Sivîl a Giştîve hat red kirin. Parêzer li ser vê yekê diyar kir ku ew ê hemû rêbazên hiquqî bikarbîne. +Di vê barê de parêze Mahsunî Karaman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê ji aliyê hiqûqî ve tu astengî tine ye. Pêwîst jî nake tu zagon were guherandin. Dewlet dikare rewşeke fiîlî jî ava bike. Kompaniyên balafiran jî neçarin bi zimanê Kurdî anons bikin. Ji ber ku ew ji ewlekariya rêwiyan berpirsiyarin û rêwî ji kîjan zimanî fam bikin divê ku bi wî zimanî anons bê kirin. Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî mafê dozê dide min. Ez ê jî serî li dadgeha îdarî bidim. Ger ku ji zagonên navxweyî tu encam bidestnexim wê demê ez ê vê dozê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê."; +Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî rastî nerazîbûna Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyî hat. Sendîka ragiahand ku ew ê ji bo çareserkirina vê mijarê di sazî û dezgehên navnetewî de bikevin di nav hewldanan. +Serokê Giştî ya Sendiqaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyîli ser vê pirsê wiha diyar kir: ";Bersiva Esmangeriya Sivîl a Giştî nayê qebûlkirin. Ev biryar dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Em ê jî wekî Sendikaya Xebatkarên Veguhêzkarîya Yekbûyî çi ji destê me bê bikin. Em ê vê kêşeyê ji Federasyona Veguhêzkarîya Ewropayê û Federasyona Veguhêzkarîya Navnetewî re rabigihînin û bala wan bikşînin li ser vê mijarê."; +Di salên dawî de li Bakûrê Kurdistanê gelek balafirgeh ava bûn. Ji ber vê yekê jî hejmara rêwîyên balafiran roj bi roj zêdetir dibe. Ev rewş jî giringiya anonsên kurdî ya di balafir û balafirgehan de derdixe holê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew car din amade ye diyalogek cidî ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) destpê bike. + +Sekreteriya Gişt ya ENKS di daxuyaniyekê de bal kişande ser insiyatîfa Encûmena Eşîretên Kurdî ji bo lihevanîna her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û ew insiyatfî bilind nirxand. + +ENKS di daxuyaniya xwe de EGRK bi wê yekê tometbar kir ku bersiva insiyatifa eşîretên Kurdî nedaye. + +Tevî vê yekê jî, ENKS diyar kir ku ew amade ye diyalogek cidî ligel EGRK destpê bike ji bo çareserkirina di navbera her du encûmenan de. +Domîz (Rûdaw)-Piştî ku Beşar Esed dîsa sûnda destûrî xwar weke serokkomarê Sûriyê ,gelo nêrîna penaberan çiye ser vê yekê. Penaber berjewendiyên Kurda li gel rejîma Sûriyê an opozîsyonê dibînin an nêrîneke din li ba wan heye. + +Beşar Esed ê ku di hilbijartinên 3yê Hezîranê de car din wek serokê Sûriyê hat hilbijartin, pêr, 16.07.2014, sûnda destûrî xwar. Piştî derbasbûna 14 salan ser serokatiya wî, dê 7 salin din jî bimîne serok gelo Kurd baweriyê bi rejîma Sûriyê tînin. + +Penaberên Rojavayê Kurdistanê ser wê yekê di axivin ku nexşeya siyasî di Sûriyê de bûye du beş yek rejîme û yek jî opozîsyone ku hemahengiya Sûrî beşê sereke ye têde û gelo kî berjewendiyên Kurdan pêk tîne. + +Ji pirsa rêjîm an opozisyon penaber dibînin ya giring yek gotara kurdiye. + +Penaberên rojava ne razîne ji nexşeya siyasî kurdî û dibînin bû ye dem bê diyarkirin ava kurda di kîjan cogê de wê biherike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, sibê vedigere Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên di dest Tora Medyayî ya Rûdawê de, dê sibe, 19.07.2014, Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî ji Almaniya vegere Herêma Kurdistanê. + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, niha YNK xwe amade dike bo pêşwazîkirina Celal Talebanî. + +Dezgehên medyayî yên YNK û nivîsgeha Serokomarê Iraqê bi riya daxuyaniyekê piştrast kir ku dê sibe, Şemiyê, Talebanî vegere Herêma Kurdistanê. + +Herwiha kurê Talebanî, cîgirê serokwzîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştrast kir ku dê sibê bavê wî vegere Herêma Kurdistanê. + +Roja 10.12.2013, YNKê di rêya dezgehên xwe yên ragihandinê yekemîn wêneyên Talebanî li nexweşxaneya Chareletê belav kirin di dema serdaneke hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed bo wê nexweşxaneyê. + +Herwiha roja 03.04.2014, medya heman alî hejmarek wêneyên din ên Celal Talebanî belav kirin, ku tê de derdiket ku rewşa wî ya tendirûstî baş bûye. + +Herwiha roja 28.04.2014, malpera fermî ya YNK, dîmenek vîdyoyî belav kir ku tê deMamCelalderdiket dema ku li ser yek ji sîndoqên dengdanê li bajarê Berlinê dengê xwe da bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sibê, Şemiyê, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtyiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî digihe Silêmaniyê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, sibê mam Celal dê bi balafireke ambulans ji Berlînê bigihe Silêmaniyê. + +Îro, Înê, ofîsa serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku sibê Şemiyê wê serokomarê Iraqê Celal Talebanî vegere. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi çavdêrî û piştgiriya xwedayê mezin, sibê Şemiyê wê fexameta serokomarê Iraqê Celal Talebanî vegere xaka welat, piştî ku xwedayê mezin başî dayê de û dawî bi dermankirina wî anî li Almanyayê. + +Daxuyaniyê ti zaniyariyên din derbarê tenduristiya mam Celal de nedan. + +Mam Celal ji gencîtiya xwe ve roleke wî ya girîng di jiyana siyasî ya Başûrê Kurdistan û hemû perçeyên din ên Kurdistanê de hebû, herwiha kesatiyeke xwedî cihekî mezin ê siyasî bû di asta navçe û cîhanê de. + +Lê li gor zaniyariyên Tora Medayayî ya Rûdawê, mam Celal ji ber nexweşiyê, êdî ew nikare beşdarî îdarekirin û serperşetîkirina karê hizbî û dewletê bike. Herwiha dermankirina wî her ew bû ku heta niha pêgihiştiye û bi awayekî berdewam pêwîstiya wî bi çavdêriya bijîşkî heye. + +Mam Celal şeva 17ê kanûna 2012an li bajarê Bexdayê rastî celteya mêjî hat û ew gihandine Bajarê Bijîşkî li Bexdayê. Li wir çend pişkinîn jê re hatin kirin û piştî ku 3 rojan li wir ma, roja 20ê kanûna 2012an bi çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet, serokomarê Iraqê bi mebesta dermankirnê ber bi Almanyayê ve hat rêkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Pijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku ";Mam Celal dê vegere mala xwe li Silemaniyê û êdî venagere Almanyayê."; + +Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û pijîşkî taybet ê Mam Celal, Dr. Necmedîn Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: ";Ev yek meh e amadekarî bo vegera Mam Celal tên kirin û pijîşkên Almanî rê dan vegere, lewma sibê vedigere."; + +Necmedîn Kerîm ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye ji Rûdawê re got: ";Ev demeke em dibêjin ku tendirûstiya Mam Celal başe û dê vegere, lê kesî bawer nedikir. Wa niha vedigere û bo her kesî diyar dibe ku me axeftinên rast digotin."; + +Herwiha Kerîm da zanîn ku: ";Mam Celal gelek xembar bû da vegere Kurdistanê, roj nebû ku bi riya telefonê daxwaz li min nedikir, her dem digot were Almanya da em bi hev re vegerin Kurdistanê, ji ber ku gelek bê tên bû."; + +Derbarê cihê mayîna Talebanî de dema ku vegere, pijîşkê taybet ê navborî wiha got: ";Ew pijîşkên ku çareseriya sirûştî bo wî dikirin, dê ligel bên û berdewam bin li ser çareseriya sirûştî ya Mam Celal li Silêmaniyê."; + +Di dirêjiya gotinên xwe de, Dr. Necmedîn Kerîm aşkere kir jî ku êdî Mam Celal venagere Almanyayê ";Eger ne ji bo bênvedan û xweşiyê biçe."; + +Wan (Rûdaw) - Li Wanê sala di 2006an de xortê bi navê Ubeydullah Babat ji nişka ve winda bibû lê piştî demekî termê wî hatibû dîtin. Ji ber ku bavê wî tenê qebra wî dizanîbû bi mirina bavê wî re niha ti kes nizane qebra Ubeydullah li kuderê ye. +Xortê bi navê Ubeydullah Babat ê 18 salî ku ji navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi malbata xwe ve koçberî Wanê bibû, li wê dere karê çerçîtiyê (dikandariya gerrok) dikir lê roja 5ê Tebaxa 2006an ji nişka ve winda dibe. +Malbata wî serî li dozgeriyê didin û piştî lêpirsînê termê wî roja 17 Cotmeha 2006an li navçeya Edremitê ya Wanê tê dîtin. +Li cihê buyerê de otopsî hat kirin û termê Ubeydullah Babat ji aliyê karmenden şaredariya Wanê ve hat definkirin. Paşê jî cihê gorra Ubeydullah Babat nîşanî bavê wî dikin. Lê belê bavê Ubeydullah gorra wî ti caran nîşanî malbata xwe nake. +Birayê mezin ê Ubeydullah, Mehmet Nurî Babat li ser vê mijarê Rûdawê re wiha got: ";Tenê bavê min cihê qebra birayê min dizanîbû. Me kengê jê dipirsî jî digot ‘êşa min besî min e, bela xwe ji min vekin’ û ji me re cihê gorra birayê min nedigot. Me jî ne dixwest em wî bêşînin ji ber ku nesax bû û me digot dema baş bû dê bixwe bêje me."; + +Mehmet Nuri Babat derheqê sedema mirina birayê xwe de jî wiha got: ";Dema birayê min winda buyî me lez kir agahî da dozgeriyê û me ji derdora xwe pirsa wî kir. Ji me re hat gotin ku biraye min ji aliyê cerdevanên gundê Degirmenê ve hatiye girtin û teslîmî qerekola cendirmeyen a Çataxê hatiye kirin. Em nizanin çi karê wî li gundê Degirmenê hebû çimkî birayê li Wanê ji xwe re kar dikir."; +Nurî Babat diyar kir ku lê bavê wî jî piştî demekê wefat kir û wiha anî ziman: ";Me par dîsa serî li dozgeriyê, şaredariyê û komela mafên mirov da û me daxwaz kir ku cihê definkirina termê birayê min ji me re bêjin lê heta niha bersiva me nedane. Ez ji Qilabanê hatim Wanê ji bo ku cardin serî li saziyên têkildar bidim. Me digot qet nebe me termê wî dît lê niha me ew jî ji dest da."; +Mehmet Nuri behsa serîlêdana li cendermeyan jî kir û wiha got: Cendermeyan ji me re gotin me biraya te binçav kir lê piştî me lêpirsîn jê kir me ew berda. Lê me piştî 5 mehan termî wî dît. Weke ku bavê min gotibû bi fîşekekî hatibû kuştin, ji xwe bavê min tenê ev agahî li ser wî dabû."; + +VT-18072014-Roboski-Ankara-Box +( Entro) Malbatên roboskiyê û nezîkî sed parêzeran bi piştgiriya gellek sazî û komeleyan daxwazname +dane dadgehe Qanuna bingehîn ku carek din doz li berpirsên qetlîama roboskiyê bê vekirin. Herî dawî +8ê çileya borî dadgeha leşkerî biryar dabû ku hewceyî lêpirsîna roboskiyê nîne. Malbat jî di çalakiyên +xwe de berdewam in û doza adaletê dikin. +VT- Dadgeha leşkerî li tirkiyê biryar dabû ku ji bo kuştina 34 kesan li gundê roboskiyê ku pirraniya +wan zarok bûn. hewce nake lêpirsîn bê vekirin. Biryara dadgehê ji aliyê gellek hiquqnasan ve weke +şermeke mezin ya dadê hatibû şirove kirin û rexne li dadgehê hatibûn kirin. malbatên roboskiyê +bi piştrgiriya parêzeran li dadgeha qanûna bingehîn daxwaz kirin ku doza roboskiyê nehê girtin û +berpirsiyar bêne mehkeme kirin. di gel gellek komele û saziyên berevaniya mafê mirovan dikin, +Partiya Demokartîk ya gelan HDP jî piştrgiyê dide malbatan +SB- Ozturk Turkdogan- Serokê Komeleya Mafê Mirovan +¤WA0 4872 4976 +Biryara ku dadgeha leşkerî da tenê serê heke mirov şirove bike bese ku mirov nêrîna dewletê ya li +beramber kurdan bibîne. Dewlet dibêje heke yên hatine qetilkirin kurd bin ne hewceye ku lêpirsin bê +vekirin. +VT-1000 parêzaran jî daxwaznemeya vekirina dozê îmze kirin û piştgirî dan malbata ji wan pêrazen +100 kes li ber derê avahiya dadgehê amade bûn û dubare kirin ku jiber suçeke leşkerî nabe dadgeha +leşkerî dozê bişopîne. Ji ber ku dadwerekî leşker çi caran leşkerekî din suçdar dernaxe û dadgeha +leşkerî leşkerên ku qetlîma roboskiyê pêkînane di parêz e. ¤WA2 4832 4896 +SB- Faruk Unsal- serokê Mazlum- Derê +Roboskî di dîroka tirkiyê de imtihana herî mezin e. biryara roboskiyê rewşa adaleta tirkiyê jî dide +aşkere kirin. li gorî pîvanên navnetewî divê doza roboksiyê li dadgeheke sivîl bê dîtin. Xeletiya mezin +ew bû ku doz kete ber destê dadgeha leşkerî. +VT-Di gel hiquqnas û parêzeran malbatên roboskiyê jî li berderê dadgehê amade bûn û gellek +hemwelatiyan jî piştgirî da van malbatan +¤WA4 4792 +SB-Hemwelatî +Malbatên roboskiyê qet ne sekinîn, her roj her hefte çûne ser mezela, her dem daxwaza adaletê kirin + + +Amed (Rûdaw) - Karsaz û pîşesazên Amedê ji bo serokomariya Tirkiyê piştgiriya Namzedê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş dikin. + +Karsaz li Komeleya Rojnamevanan daxwiyaniya çapemeniyê pêk anîn û dîyar kirin ku ew ê ji bo pêşvebirina demokrasî û çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê dengê xwe bidin Demîrtaş. + +Piştî firaksiyonên nêzî HDP'ê sazî û dezgehên karsaz û pîşesazan jî piştgiriya xwe ya ji bo namzetê serokomariya Tirkiyeyê Silhedîn Demîrtaş aşkera kirin. Karsazan li Cemiyeta Rojnamevanan daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê hem di hêla madî û hem jî manewî de piştgiriyê bidin Demîrtaş. + +Li ser navê karsazan Cebbar Leygara axivî û da zanîn ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşveçûna Tirkiyeyê bi hemû hêza ji Demîrtaş re bixebitin. + +Karsazan got ew ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe didin Selahatîn Demîrtaş û Demîrtaş deng û rengên hemû beşên civakê ye. + +Hûseyîn Bardakçi- Karsaz: 'Silhedîn Demîrtaş di çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de xwedî xebat û bandoreke mezin e. Lewra em di ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê û pêşvebirina demokrasiyê piştgiriya Demîrtaş dikin. + +Li gorî karsazan ne Recep Tayîp Erdogan û ne jî Ekmeledîn Îhsanoglu dikare kurdan temsîl bike û ji bo kurdan namzetê herî baş Demîrtaş e. + +Mahmut Şanli - Serokê Komeleya Karsazên Ciwan ên Rojhilata Navîn: Em namzetiya Silhedîn Demîrtaş ji aliyê kurdan ve dinirxînin. Li gorî me serkeftina Demîrtaş serkeftina kurdan û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku di hilbijartinan de Silhedîn Demîrtaş serbikeve. + +Karsaz ji xelkê ne tenê daxwaza dengan dikin. Di heman demê de dixwazin xelk bi razandina pereyan ji hesaba Demîrtaş re jî piştgiriya xwe nîşan bidin. + + + +Amed (Rûdaw) - Hin pêşengên komele û saziyên sivîl ên bakûrê Kurdistanê dixwazin kurd li rojavayê Kurdistanê bi hev re, bi yek dengî û di bin banê yek desteyek de beyî berjewendiyên partiyan li ser berjewendiyên hevpar ên neteweyî siyaset bikin û statûya xwe misoger bikin. + +19'ê Tîrmehê ji aliyê PYD'ê ve wekî ''şoreşa rojava'' tê bi nav kirin û li ser vê yekê jî dû sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de kantonên ku hatibûn ava kirin hê jî ne mîsoger in. Rêxistinên sivîl ên bakûrê Kurdistanê didin zanîn ku ji bo li rojavayê Kurdistanê kurd bikaribin statûyeke mîsoger bi dest bixin divê başûrê Kurdistanê jî piştgiriya wan bike. + +Îsmet Aydemîr- Berdevkê Inisiyatîfa Azadî: Divê ku hemû aliyên kurd ji peymana Hewlêrê re rêz bigrin û ji nû ve zindî bikin. Di heman demê de divê ku rayêdarên başûrê Kurdistanê jî peywira ku dikeve ser wan bicîbînin û alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin. + +Hin rêxistinên bakûrê Kurdistanê jî balê dikşînin li ser yekitiya kurdan û didin zanîn ku kurd di pêvajoyeke gelek dîrokî de ne û divê ku vê pêvajoyê bikarbînin û li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin. + +Îmam Taşçier, Serokê DDKD'ê: Her çiqas PYD li rojavayê Kurdistanê rêxistineke xûrt û mezin be jî, li wir rêxistin, partî, eşîr û sazî û dezgehên cûr be cûr jî hene. Divê ku ev rêxistinên henê di nav xwe de mutabaqatekî ava bikin. Ger li hev nekin û hevûdû nas nekin, dinya jî wan nas nakê û satatûya wan jî mîsoger nabê. + +Rêxistinên bakûrê Kurdistanê di heman de anîn ziman ku fersendekî mezin ketiye destê kurdan. Divê hemû kurd û perçeyên Kurdistanê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin û li hemberî zilm û zordestiyê wan tenê nehêlin. + + + +Stenbol (Rûdaw) - Malbatên ku ji ber şerê Sûriyê bûne penaber û li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bicîh bûne, pewistiyê bi alîkariyê dibînin. Bi taybetî jî malbatên ku ferdên wan bêkar bin, pêwîstiya wan bi vê yekê zêdetir e. Komeleya Can a Sûriyê bi vê mebestê xebata alîkariyê daye destpêkirin. + +Li Stenbolê Komeleya Can a Sûriyê bi minasebeta meha Remezanê ji bo penaberan kampanyaya alîkariyê li dar dixe. Komele di vê çarçoveyê de alîkariya ku kom kiriye li malbatên ku pêwistiya wan pê heye belav kir. Di nava alavên ku têne belavkirin tiştên mecbûrî yên ku ihtiyaca malbatekê pê heye cih digirin ku rîs, ava bacana, rûn û tiştên paqijiyê hin ji wan in. + +Endamên komeleyê li avahiya komeleyê tiştên ku hatine kom kirin destpêkê dixin torbeyên naylon û pişt ra bi seyareya xwe wan belav +dikin. + +Komeleyê heta niha di çarçoveya vê kampanyayê alîkarî bi zêdetirî 1000 malbatan kiriye ku ji Sûriyê koçber bûne. Endamên komeleyê ji bilî tiştên mecbûrî alîkariya cilşo, dolaba cemedê, livînên razanê û gelek tiştên din dikin. + +Vir Sînan e, ev der dikeve nav tixûbên devera Qûtûdereyê. Ev çemê ku avê li agirê demsalê wer dike, li ser rêya navçeya Pilemoriyê deh kîlometir dûrî navenda bajêr e. Bi berzbûna germahiya vê havînê re xelkê Dêrsîmê herikîn ser peravên çemên Pêrî û Minzûrê. + +Digel niştecihên bajêr, di serî de dêrsîmiyên ku li derve dijîn, biyanî jî tên vir û li şûna ava şor a deryayan di av û robarên şêrîn de xwe hênik dikin. + +Li Dêrsîmê jin, mêr, keç, xort, zarok, kal û pîr hemû pêkve dikevin avê û melevaniyê dikin. Hinek jî wekî vana raftîng dikin. Lê ya herî balkêştir li bajarên din ên Bakur zêdetir li vir her kes ji hev re pir rêzdar in. + +Herwiha kargêrê vê perava geştyarî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê dike û dibêje ku ev der welatê başûriyan e jî li şûna peravên şor ên deryayên Tirkiyê bên xwe li ber peravên şêrîn ên çemên Dêrsîmê hênik bikin. + +Civakeke mirovhez, sirûşt û xwezayeke bedew, çem û robarên jînbexş çendîn xweşikiyên din li vî bajarî tê peydakirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî dê sibê ji Almanya vegere Kurdistanê lê ";nûtirîn"; wêneyên wî beriya wî gihîştine Kurdistanê. + +Medyaya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê îro hinek wêneyên Talebanî belav kir û ragihand, ev wêne nûtirîn wêneyên Talebanî ne. + +Di wêneyan de Talebanî li ser xwe ye û xortek jî li kêleka wî rûniştiye. + +Di wêneyekî de Talebanî destê xwe avêtiye stûyê wî xortî û di wêneyekî de jî wî xortî û Talebanî toqe kirine. + +Li gorî agahiyên ku ji malbata Talebanî gihîştiye Rûdawê, Talebanî dê sibê beriya fitarê bigihîje Kurdistanê. + +Talebanî ji Kanûna sala 2012an ve li Almanyayê tê dermankirin. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê, Qubad Talebanî ragihand ku bavê wî dê sibê ji Almanya vegere Kurdistanê û got, li ser daxwaza wî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. +Kurê Celal Talebanî, Qubad Talebanî îşev li bajarokê Çemçemalê yê Başûrê Kurdistanê, piştî ku bi komek pêşmergeyên birîndar û malbatên wan re fitara xwe vekir, li ser vegera bavê xwe civîneke rojnamevaniyê li dar xist. +Qubad Talebanî da zanîn ku bavê wî dê sibê vegere Kurdistanê û derbasî mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê bibe lê li ser daxwaza Talebanî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. +Li ser sedema vê yekê jî Qubad Talebanî got, Mam Celal bixwe wisa xwestiye çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasim bê lidarxistin. +Kurê Talebanî ji welatiyan xwe jî xwest, kêfxweşiyên xwe ji bona vegera Mam Celal, bi awayekî aram nîşan bidin û got, bila vala vala fîşek neyên teqandin çimkî ew fîşek ji bona parastina Kurdistanê lazim in. +Li ser çawaniya pêşwazîkirina li Talebanî jî Qubad Talebanî got, ez nikarin ji ber rewşa ewlehiyê agahiyên zêdetir bidim. +Kurê Talebanî çend caran têkez li ser başbûna rewşa bavê xwe kir û got, emê hemû sibê bibînin û ev jî baştirîn bersiv e ji bo vê pirsê. +Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di bersiva vê pirsê de ku gelo Talebanî dê cardin bikaribe tevlî çalakiyên siyasî bibe yan na, jî got, ez bawer nakim Mam Celal wiqasî bi hêsanî ji siyasetê dûr bimîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî dê bighe bajarê Silêmaniyê piştî geştek çareseriyê ku nêzîk 19 mehan li Elmaniyayê dirêj kir. + +Duh, 18.07.2014, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê, Qubad Talebanî di konfransekî rojnamevaniyê de ragihand ku bavê wî dê îro ji Almanya vegere Kurdistanê û got, li ser daxwaza wî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. + +Ji aliyek din ve biraziyê Talebanî, Aras Şêx Cengî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku dê mam Celal beriya fitarê bi riya balafireke ambulansê bigihe Silêmaniyê. + +Qubad Talebanî da zanîn ku bavê wî dê îro vegere Kurdistanê û derbasî mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê bibe lê li ser daxwaza Talebanî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin. + +Li ser sedema vê yekê jî Qubad Talebanî got, Mam Celal bixwe wisa xwestiye çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasim bê lidarxistin. + +Hevdem li ser cihê mayîna Talebanî dema ku vegere, pijîşkê taybet ê navborî Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got: ";Ew pijîşkên ku çareseriya sirûştî bo wî dikirin, dê ligel bên û berdewam bin li ser çareseriya sirûştî ya Mam Celal li Silêmaniyê."; + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li herêma Dêrikê, kurdekî din ê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hat kuştin. + +Çavkaniyeke herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Şemiyê, dora saet 3.40 deqe, kurdekî bi navê Xurşîd Hac Mihemed Taha li nêzîk gundê Habilhewa li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hat kuştin. + +Çavkaniyê diyar kir ku Xurşîd bi xwe karê qaçaxiyê dike û dema ku dixwest grûpeke hemwelatiyan ji Rojava derbasî Bakur bike, li nav axa Rojava rastî guleyên hêzên Tirkiyê hat û di cih de jiyana xwe ji dest da. + +Çavkaniyê herwiha got ku cenazeyê Xurşîd wê îro li gundê Qesirdîbê yê girêdayî herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi xakê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Kurdên Bakurê Kurdistanê yên ku derbasî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûne, lîwayek ji xwe re avakirin. + +Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di heftiya borî de ragihandibû ku nêzîkî 900 Kurdên Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn ji bo ku tevlî şerê li djî çekdarên DAÎŞê bibin. + +Li gor zaniyariyên ku belav bûne, duh lîwayeke taybet bi Kurdên Bakurê Kurdistanê li Kobanî hat avakirin. + +Ew lîwaya ku bi navê ";Lîwaya Şehîd Firat"; e, ji 100 şervanên Bakur pêk tê û li Kobanî tevlî rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. + +Di merasîma ragihandina lîwayê de, daxuyanî bi zimanên kurd û tirkî hatin xwendin. + +Di daxuyaniyê de her yek ji Sûriyê, Îran, Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê bi piştgirîkirina çekdarên DAÎŞê hatin tometbarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, serê sibehê hêzeke ewlekarî ya mezin a Herêma Kurdistanê hat belavkirin û li gor gotina rêveberê asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî ";Belavkirina wê hêzê û danîna xalên pişkinînê yên demkî, manorek ewlekarî bû ji aliyê asayişê ve hat encamdan."; + +Rêveberê asayişa Hewlêrê, Emîd Tariq Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Di navbera demjimêr 4-6 sibehê de, manoreke ewlekarî hat encamdan bi mebesta amadebûna hêzên ewlekariyê di dema rûdana her bûyereke nexwestî de."; + +Emîd Tariq Nûrî red kir ku girêdana vê rewşa ewlekarî bi bûyereke nexwestî ve hebe û sedema encamdana vê manora leşkerî bo ";Piştrast kirina hemwelatiyan ji parstina mal û milkê wan"; vegerand. + +Herwiha Nûrî da zanîn jî ku encamdana vê manora ewlekarî bo wê yekê ye jî ku ";Her demê em bixwazin, amadebin bo dariştina pilanên ewlekariyê û wan hêzan bi wî awayî belav bikin, da her kes cih û erkê xwe bizane."; + +Rêveberê asayişa Hewlêrê amaje kir ku encamdana manorên ewlekarî gelek girînge da ";Her demekê xuda neke rewşeke ewlekarî ya nexwestî rûbide, amade bin bo bi heman awayî pilanên ewlekarî cî bi cîbikin."; + + +Berlin (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirxaneya Tegel li bajarê Berlinê ragihand ku mam Celal gihîşte nav balafirxaneyê da ji wê de ber bi Herêma Kurdistanê ve were. + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Biryare îro, Şemiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa hevdîtinekê pêk bînin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji nava Tevgera Gorranê bidest xistine, îro dê Newşîrwan Mistefa serdana Pîrmamê bike û ligel Mesûd Barzanî bicive. + +Rûdawê zanî ku dê naveroka civînê li ser serokomariya Iraqê û kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo wê postê be. + +Ev civîn di demekê de tê ku, biryare îro Mam Celal piştî 19 mehan ji çareseriya pijîşkî li Almanya, vedigere Başûrê Kurdistanê. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî ragihand ku dê mam Celal bo mala xwe li Debaşan li Silêmaniyê bê veguhsetin û tenê ji aliyê malbata xwe ve were pêşwazî kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirxaneya Tegel li Berlinê ragihand ku niha mam Celal gihîşte balafirxaneyê û çavlirê ye ku îro ber bi Başûrê Kurdistanê bifire û berî fitarê bigihe Silêmaniyê. + +Hevdem peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Silêmaniyê ragihand ku endamê serkirdatiya YNK Bêgerd Talebanî di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê got: ";Cihê mayîna mam Celal li mala wî li Debaşan li Silêmaniyê hatiye amade kirin"; û dê ji balafirxaneyê bo wê de bê veguhsetin. + +Herwiha Bêgerd Talebanî diyar kir ku tenê endamên mlabata mam Celal li balafirxaneya Silêmaniyê ne bo pêşwazîkirina wî û ti pêşwaziyeke fermî jê re nayê encamdan. + +Herwiha navhatî aşker kir ku dê îro, Şemiyê, ";Danê êvarî dê endamên polîtburoya YNK biçin mala mam Celal li Debaşan da bixêr hatina wî bikin."; + +Duh, 18.07.2014, kurê mam Celal, Qubad Talebanî da zanîn ku ";Mam Celal bixwe wisa xwestiye ku ti pêşwaziyeke fermî jê re neyê encamdan, çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasîm bê lidarxistin."; + +Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ala Talebanî ragihand ku ji wan re hatiye gotin ku demjimêr 16:00 li balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê amade bin bo pêşwazî kirina li Mam Celal. + +Ala Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ji me re hat gotin ku demjimêr 16:00ê dê Mam Celal bigihe balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê û li wê de amade bin."; + +Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin. + +Celal Talebanî, îro, vedigere Başûrê Kurdistanê. + +Di daxuyaniyeke cuda de, endamê serkirdatiya YNK Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re diyar kir ku tenê endamên malbata Mam Celal li balafirxaneya Silêmaniyê ne bo pêşwazîkirina wî û ti pêşwaziyeke fermî jê re nayê encamdan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza ji malbata Talebanî kir ku amadeye pêşwazî kirina Mam Celal bibe û malbatê spasiya Barzanî kirin. + +Her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peywendî bi malbata Talebanî re kirin da biçin pêşwaziya Mam Celal. + +Çavkaniyeke pile bilind ji nava PDK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, malbata Talebanî spasiya wan kirin û bibaş zanîn ku pêşwazî kirin malbatî be, ne fermî. + +Biryare îro, 19.07.2014, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî bigihe bajarê Silêmaniyê piştî geşteke çareseriyê li bajarê Almanya ji roja 17.012.2012 ve. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vegera serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bo Kurdistanê pîroz dike. + +Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de vegera Talebanî ragihand ku rola Mam Celal di jiyana siyasî ya Kurdistan û Iraqê de roleke dîrokî bû û roja vegera wî jîrojeke dîrokî ye ji bo welêt û bogelê Kurdistanê. + +Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî spasiya Xwedayê mezin kir ku Mam Celal û Kurdistan û xelkê Kurdistanê car din bi hevde şa kirin. Herwiha sapsiya welatê Almanya û wan tîmên bijîşkî kir ku di dema borî de zehmetî di dermankirina wî de dîtine. + +Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser rola Mam Celal di jiyana siyasî li Kurdistan û Iraqê de û wiha got: ";Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Iraqê gelek bi aşkere di jiyana siyasî û desthilatdariya Iraqê de diyar bû. Ji ber ku roleke wî ya dîrokî hebû û roja vegera wî bo welat jî rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê."; + +Di dawiya peyama xwe de, serokwezîr Barzanî hêviya selametî û temendirêjiyê ji Mam Celal re xwest. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî kêfxweşiya xwe bo vegera mam Celal bo Kurdistanê anî ziman. + +Di peyamekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Barzanî pîrozbahî li vegera mam Celal bo Herêma Kurdistanê kir û got: ";Ez gelek kêfxweşim bo vegera cenabê mam Celal bo Kurdistanê û hêvî dikim ku Xwedayê mezin şîfaya temam bidêyê de."; + +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: ";Nexweşiya we yê birêz valahiyeke mezin di proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê de çêkir."; + +Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje ";Ez piştrastim ku dê vegera cenabê wî bibe sedema bihêzbûna yekrêzî û biratiya zêdetir di nava hêzên Kurdistanî de, bi taybetî ku gelê me di qonaxek hestiyar û yeka alîker de derbas dibe."; +Silêmanî (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, piştî zêdetirî sal û nîvekî ku li Almanyayê dihat dermankirin, vegera Herêma Kurdistanê. + +Talebanî, îro danê êvarê bi balafireke taybet ji bajarê Berlînê yê Almanyayê gihîşt bajarê Silêmaniyê û tenê ji aliyê endamên malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, Talebanî dê li mala xwe ya li devera Debaşnê ya Silêmaniyê bimîne. + +Malbata Talebanî li balafirxaneya Silêmaniyê pêşwaziya wî dikin + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa kir. + +Barzanî îro li devera Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwaziya organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Barzanî û Mistefa li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin. + +Her wiha hat gotin ku li ser namzedê Kurdistanê yê serokomariya Iraqê û rewşa siyasî, aborî û leşkerî ya Başûrê Kurdistanê jî hatiye axaftin. + +Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberiya Ofîsa Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, ji ber romala taybet a vegera wî ya Kurdistanê spasiya Rûdawê kir. +Rûdawê îro cihekî berfireh da vegera Talebanî ya Kurdistanê. +Ji ber vê jî rêveberiya ofîsa Talebanî serdana ofîsa Rûdawê ya Silêmaniyê kir û ji ber vê yekê spasiya Rûdawê kir û gul û şirînî pêşkêşî karmendên Rûdawê kir. + +Rêveberiya ofîsa Talebanî ji Rûdawê re got, hemû agahî û nûçeyên ku Rûdawê li ser Talebanî belav kirin, rast bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Celal Talebanî, Qubad Talebanî ji ber romala taybet a Rûdawê li ser vegera Talebanî ji Almanya bo Kurdistanê pesnê Rûdawê da û got, Rûdawê nîşan da ku bi awayekî profesyonel kar dike. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, ku zêdetirî sal û nîvekê bû li Almanyayê dihat dermankirin, îro danê êvarê gihîşt bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê û ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. + +Rûdawê jî cihekî berfireh da vegera Talebanî û agahî û nûçeyên nû li ser hatina Talebanî belav kir. + +Kurê Talebanî, Qubad Talebanî spasiya Rûdawê kir û got, Rûdawê nîşan da ku bi awayekî profesyonel kar dike. + +Jixwe piştî ku balafira Talebanî ji Almanya gihîşt Silêmaniyê jî ofîsa Talebanî baqek gul û qutiyek şirînî pêşkêşî ofîsa Rûdawê ya li Silêmaniyê kiribû û spasiya Rûdawê kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Iraqê û endama malbata Talebanî, Ala Talebanî da zanîn, dê ";di demek kurt"; her kes dikare Mam Celal bibîne. + +Celal Talebanî îro ji Almanya vegeriya Başûrê Kurdistanê lê tenê malbata wî pêşwaziya wî kir. + +Yek ji endamên malbata Talebanî yên ku çûbûn pêşwaziya Talebanî, bi navê Ala Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û got, rewşa tenduristiya Mam Celal pir baş e. + +Ala Talebanî her wiha got, min bîstekî berê destê Mam Celal maç kir lê înşalah dê hûn jî di demek kurt de bikaribin wî bibînin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 2emîn salvegera "Şoreşa Rojava" îro hat pîrozkirin û bi helkefta vê rojê çendîn meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. +Bi boneya "Şoreşa Rojava", îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beyannameyek belav kir û tê de ji xort û keçên kurd daxwaz kir ku bi hewara Kobanê herin û tevlî rêzên şervanên YPGê bibin. +Di beyannameya PYDê de herwiha hatiye gotin ku "Em salvegera duyem a şoreşa Rojava ji Kobanê ve pîroz dikin da ku qonaxeke nû ji gelê me re dest pêbike". +KONGRA-GEL jî di vê boneyê de daxuyaniyek belav kir û got ku hin hêzên navneteweyî û herêmî piştgiriya çekdarên DAIŞê yên kirêgirtî dikin da ku êrişî Kobanê bikin lê li gorî Kongra Gl ev hewl biser nakevin. +KONGRA-GEL da zanîn, gelê Rojava ji bo azadî û rûmeta xwe ji 7 salî heta 70 salî di nav berxwedanekê de ne û ji ber vê yekê divê hemû kurd piştgiriya Kobanê bikin. +Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ziman ku "Şoreşa Rojava di serî de li gelê kurd û dostên wan li tevayî gelên Rojhilata Navîn û mirovatiya cîhanê pîroz be. Em şehîdên xwe yên bi lehengiya xwe ev şoreş anîn vê rewşê bi rêz û hurmet bi bîr tînin."; +Rûdaw (Hewlêr)- Vegera Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mam Celal, bi awayekî berfireh, di medyaya tirkî de cih girt. +Rojnameyên weke Hurriyet, Sabah, Zaman, Yenî Şafak û Postayê nûçe ji xwendevanên xwe re ragihand in. +Hurriyetê, girîngî da vegera Telebanî ya di vî wextî de pêkhatî û da zanîn ku, hatina wî ji bo hilbijartên serokomariya Iraqê dê encam bide. Rojnameyê wiha dewam kir: ";Di nav YNKê de ji ber namzetê hilbijartinên serokomariyê, nakokî hene. Ji bo diyarkirina namzetekî kurd, hatina Telebanî girîng e."; +Yenî Şafakê jî da zanîn ku serokomarê Iraqê ji sala 2012 heta niha ji bo tenduristiya xwe li Almanyayê bû û wiha dewam kir: ";Yên ku li benda hatina wî, dê pêşwaziyek mezin li wî bikin."; +Rojnameyekî din jî, bal kêşa ser demê borî û tevlihevbûna Iraqê ya piştî civîna Nûrî Malikî û nexweşketina Mam Celal. +Herwiha beriya du mehan nivîskarê tirk ê navdar, Cengîz Çandar di nivîseka xwe de gotibû, di demekî nêzîk de Mam Celal dê vegerê, lê belê tevlî karên siyasî nabe. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokatiya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyeke fermî li ser êrişên DAÎŞê yên li dijî mesîhiyên parêzgeha Nînovayê da û ji bo vê yekê alîkariya nêvdewletî xwest. +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, li ser malpera fermî jî hatiye parvekirin, bi tundî li dijî êrişên li mesîhiyên Mûsilê tên kirin derket û daxwaziya alîkariya nêvdewletî kir ku bi teqez alîkariyê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê; da ku bikaribin bi lez alîkariya van kesan bikin. +Ûmêd Sebah di beşeke ya daxuyaniyê de amadebûna Herêma Kurdistanê ragihand ";bo alîkarî û parastina"; mesîhiyên Mûsil. +Daxuyaniyê wiha dest pê kir: +Daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê derxistina xuşk û birayên mesîhî ji Mûsilê +Piştî serdegirtina komên terorîst li ser bajarê Mûsilê de li dijî yasa û mafê mirovan muameleyekê erişî xuşk û birayên mesîhî kirin û ji neçarî cih û malên xwe şûnde hêlan û ber bi Kurdistanê ve rê ketin. +Em li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê vê çalakiya terorîstî û dij-mirovatî bi tundî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe ji bo xuşk û birayên mesîhî tînin ziman. Herwiha radigihînin ku, em amade ne ji bo pêşwazî, alîkarî û paratistina wan. + +Daxwazî li civaka nêvdewletî jî hat kirin ku zûtir alîkariyê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku bi şêweyekî teqez û şayeste bikaribin alîkariya gelên xwe bikin û xem û êşên wan kêm bikin. + + +Di nava pêkhateyên Iraqê de, nêrînên cuda li ser kontrolkirina çend bajar û bajarokaa ji aliyê DAÎŞê û çekdarên Sun ve hene, lê vî şerî bandora xwe li ser hemû pêkhateyan kiriye, bi awayekî ku di encam de xelkê ji hemû pêkhateyan koçber û derbeder bûn. +Ew hemû dixwazin vegerin warên xwe eger rewş aram bibe, lê her yek ji wan bi çavekî cuda li vê aramiyê dinêre. +SB/ Koçberekî Şîa¤WA0 4848 +Cudahiya navbera van koçberan ne tenê di nêrîna wan a li ser vê rewşa ku li Iraqê peyda bûye de ye, lê cihê mayîn û jiyanan wan jî cuda ye, hinek li otêl û xaniyan dijîn û hin li nav çadir û cadeyan rojên xwe derbas dikin. +Ibtîsam û dayika xwe ya ku rastî felecê hatiye, îro ji Tikrîtê hatine, ew behsa bajarê xwe dike û nizane bê wê çarenivîsa wê û dayika wê çibe. +SB/ Ibtîsam / Koçber¤WA1 4800 4792 +Şofêrê ku Ibtîsam û dayika we ji Tikrîtê anîne Hewlêrê, dibêjin, ew nikarin vegerin heta çekdarên ku wan bi şoreşvan bi nav dike, hemû tiştî li Tikrîtê kontrol bikin. +SB/ Şofêr¤WA3 4784 +Dayika Ibtîsam diyar dike ku wê heta niha ti xweşiyeke jiyanê li Iraqê nedîtiye û bi nêrîna wê, tenê di serdema serokatiya Ehmed Hesen el-Bekir de, Iraq aram û ewlekar bû. Lê ew dibîne ku rewşa niha ya Iraqê ya herî xirab e ku di ser re derbas bûye. +SB/ Dayika Ibtîsam¤WA4 4856 +Çîroka Ibtîsam û dayika xwe dibe ku yek ji hezaran çîrokên malbatên iraqî ye ku tenê xwesteka wan ewe rojekê ji rojan li cih û warên xwe bi aramî bijîn. + +لە دهۆک فۆرمی زانیاری لە پەنابەرانی موسڵ وەردەگیرێتەوە +نزیکەی ٦٠٠٠ فۆڕم کۆکراوەتەوە +ل پارێزگەها دهۆکێ پرۆسەیا وەرگرتنا فۆرمان ژ کۆچبەرێن مووسلێ دەستپێکرییە.¤WA0 5220 +رێڤەبەرییا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ دخوازە د رێیا وەرگرتنا فۆرمێن کۆچبەرێن مووسلێ رە، زانیارییان ل سەر وان بەرهەڤ بکە ژ بۆ کو ب هێسانی بکاربە ئالیکاریێن مرۆڤی ل سەر وان پارڤە بکە. ل گۆر ئامارێن وێ وەزارەتێ، هەتا نها 600 فۆرم هاتنە وەرگرتن. +کۆچبەرێن مووسلێ، پشتی کو چەکدارێن داعشێ دەست دانین سەر باژارێ وان، بەرێ خوە دان باشوورێ کوردستانێ و رۆژ ب رۆژ هەژمارا وان زێدەتر دبە. +VT + +Rûdaw (Hewlêr)- Kanalê Kurdsatê, wêneyên Mam Celal yên herî dawî parvekir. +Kanalê, çend wêneyên Telebanî û Kosret Resûl parve kirin ku Mam Celal tê de dikene. +Rûdaw, wêneyan belav dike... + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragihand ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê bi çekên pêşketî êriş dike lewma pêwîstiya Pêşmerge jî bi çekên baştir heye da ku li dijî wê rêxistinê bisekine. +Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajanas Reutersê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê heta niha kariye bi awayekî serkeftî li hember êriş û gefên ku ji aliyê Sûriye û Iraqê ve tên xwe biparêze. +Mesrûr Barzanî, behsa şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û got, gefa çekdarên radîkal li Iraqê dê bigihîje welatên rojava jî ji ber wê jî du rê li pêşiya wan welatan de ye: yan divê werin vir û li dijî komên radîkal şer bikin yan jî dê li bendê bin komên radîkal derbasî wan welatan bibin û li wir êrişên terorîstî bikin. +Li gorî Reutersê, sînorê navbera hêzên kurdî û DAIŞê de 15 kîlometr e. +Li gorî Mesrûr Barzanî, DAIŞê çekên modern bidest xistiye ji ber wê jî divê pêşmerge çekên baştir bidest bîne da ku bikaribe li hember wê rêxistinê bisekine. +Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, rexne li welatên Ewropa û Amerîkayê kir û got, me bi hinek welatên Ewropa û Amerîka re hevdîtin kiriye lê heta niha di piratîkê de ti gavek ji bona alîkariya kurd nehavêtine. Divê Amerîka û hemû civaka navdewletî li hember rewşa niha berpirsiyar bin. +Mesrûr Barzanî eşkere kir ku hejmara çekdarên DAIŞê di roja ku Mûsilê girtin de ji 3000î kêmtir bû lê piştî girtina Mûsilê gellek çekdarên din tevlî refên DAIŞê bûn. Li gorî Barzanî, hejmara çekdarên DAIŞê derdora 12 hezarî ye. +Wî rayedarê Herêma Kurdistanê da zanîn ku heta niha hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê karîne çend êrişên terorîstî li dijî Kurdistanê pûç bikin. +Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji hatina bi sedan hezar aware ji Mûsil û deverên din ên aloz ên Iraqê bo Kurdistanê nîşan da û got, em hemû hewlên xwe didin da ku piştrast bin ku ti xeterek li Kurdistanê tine. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Desteya Dadê li Kantona Cezîrê Xalid Îbrahîm li ser rûpela xwe ya facebookê postek derbarê yasaya xizmeta serabzî ya neçar a ku ji aliyê kantona Cezîrê ve derketibû, belav kir û tê de bi rengekî nerasterast gumanê dixe ser rewatiya wê yasayê û dibêje, derxistina her yasayekê ne ji valabûnê tê, ew ji pêwîstiyekê tê ji bo dagirtina valahiya destûrî û îdarî li her navçeyekê ji bo rêxistina peywendiyan di navbera welatiyan û dezgehan de, û çi civaka ku yasa tê de nebin ewê bi yasayên daristanê were birêvebirin. +Xalid Îbrahîm di posta xwe de dibêje, tiştê encumena yasadanînê li kantonên Rojava derdixin ji bo rêxistina jiyanê ye lê heger ew yasa rewa bin yan ne rewa bin, pêwîst nake ev qerebalixa ragihandinê li ser wan çêbibe, ji ber ku ew grûpa van yasayan red dike, xwe wek opozîsyon pêşkêş nake da ku erkên xwe hilgire û pirojên xwe pêşkêş bike, û grûpa din a ku piştevaniya van yasayan dike nizanin birengekî zane û zelal berevaniyê di ber van yasayan de bikin ji ber ku ev ne karê wan e û ew ne pisporin di vî warî de, lewma berevaniya wan xizmeta wan yasayan nake, û ev yek bi nerênî li ser îdara kantonan vedigere. +Ji aliyê xwe ve, serokê Desteya Peywendiyên Derve li Kantona Cezîrê Salih Geddo ji Rûdawê re gotî, raste êrişa DAIŞê li ser navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê gellekî dijwar e û ji erkê hemî hêzên kurdî ye ku berevaniyê di ber wan navçeyan de bikin, lê derxistina biryarên mezin wek yasaya xizmeta serbazî a neçar, bi hemî aliyan ve girêdayî ye, û nabe ji aliyekê tenê derkeve, niha pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, û heger hemî hêzên kurdî yek bin û vê biryarê bi hev re derxin, wê gellê me li Rojavayê Kurdistan jî rêza vê biryarê bigre. +Herwiha Geddo li ser imkaniya guhertin yan pûçkirina biryara xizmeta serbazî a neçar zelal kir ku, rûbereke mezin ji demokrasiyê li cem me heye, û em dikarin hemî biryaran hemwar yan jî pûç bikin heger ew pûçkirin bikeve xizmeta gel de. +Ji alîkî din ve, hinek çavkanî dibêjin ku niha zaniyarî û nîşan hene ku kantona Cezîrê binêt e carek din yasaya xizmeta serbazî a neçar hemwar bike yan jî wê yasayê pûç bike. + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ji ber şerê eşîran, rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve ji xelkê re hat qedexekirin. +Walîtiya Colemêrgê ji ber şerê di navbera du eşîran de li nav bajêr rewşa awarte ragihand û derketina derve ji xelkê re qedexe kir. +Li gorî walîtiyê, heta bajar aram nebe ev rewş dê bidome. +Peyamnêrê ajansa DHA ya Tirkiyê Bekîr Karatopark, li ser vê bûyerê ji Rûdawê re got, îşev her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî li hev dan û di encamê de kesek ji eşîra Ertoşî hat kuştin û yek jî birîndar bû. + +Lê li gorî hinek jêderên din jî, di şer her du eşîran de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. + +Bekîr Karatoprak anî ziman, lewma Walîtiya Colemêrgê biryar da rewşa awarte were ragihandin û bi rêya mizgeftan ji xelkê hat xwestin dernekevin derve. +Li gorî agahiyan, roja 18ê Tîrmeha îsal 4 xortên Ertoşî û Pinyanişî li ser bazirganiyê devojenî hev bibûn ji ber vê yekê şer di navbera her du eşîran de derketibû. +Hat zanîn, polîs tedbîrên ewlehiyê yên tund li nav bajêr girtiye û nahêle ti kes derkeve derve. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê bi fermana parêzgar hatin û çûn hat qedexe kirin. + +Parêzgarê bajarê Colemêrgê fermana qedexe kirina çûn û hatinê li bajar da û ew ferman dê heta derçûna fermanek din kar pê bê kirin ew jî bo çareserkirina aloziya di navber du eşîretan de derketiye. + +Duh, 20.07.2014, şer di navbera du eşîretan de li Celmêrgê derket û di encam de kesekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar ket. + +Ev biryara parêzgar bo mebestê rêgirî li mezinbûna bûyerê tê, lewma nîvê şeva borî biryara qedexekirina hatin û çûnê da. + +Heta dema amadekirina vê nûçeyê ti biryarek berovajî qedexe kirina hatin û çûnê derneketiye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî dikin. + +Çavkaniyekê ji polîtburoya YNK ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, 21.07.2014 dê endamên polîtburoya YNK serdana Talebanî bikin. + +Pêr, 19.07.2014, Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK, Celal Talebanî vegeriya Herêma Kurdistanê piştî gerek çareseriyê ku 19 mehan li welatê Elmaniyayê dirêj kir. + +Talebanî piştî vegera xwe li mala xwe ya li Debaşan li Silêmaniyê dimîne û li wê de pêşwaziya mêvanên xwe dike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Duh, roja yekşemê, Asayişa Dêrikê Rojnamevanê Kurd Malva Elî li ser rêbendeke Asayişê li gundewarên Dêrikê girt. +Piştî çend saetan ji lêkolînê ji aliyê Asayişê ve, rojnamevanê navborî serbest hat berdan. +Rojnamevan Malva Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê rê aşkere kir ku di dema lêkolînê de ew rastî îşkence û îhanetê nehatiye. +Elî ku ji bilî karê rojnamevaniyê weke çalakvanekî sisysî tê naskirin, di sala 2008an de ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û nêzîka 6 mehan di zîndanên rejîmê de mabû. +Hewlêr (Rûdaw)-Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm gef li polîtburoya partiya xwe xwar û got ku ew daxwaza xwekandîd kirina serokomarê venakişîne. + +Roja 20.07.2014, polîtburoya YNK bo yek alîkirina kandîdê xwe bo postê serokomarê Iraqê civiya û piştî civînê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar ragihand ku her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm kandîdên YNK ne bo posta serokomarê Iraqê. + +Ji aliyê xwe endamê polîtburoya YNK Necmedîn Kerîm, ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê ye û xwe ji bo posta serokomarê Iraqê kandîd kiriye rexneyên giran li polîtburoya YNK girt û ragihand ku polîtburoya YNK bêy amadebûna wî kandîdên serokomariyê diyarkirin û civîna polîtburoyê bi ";Şikestîxwaz"; bi nav kir. + +Necmedîn Kerîm di daxuyaniyek taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ji ber ku polîtburoyê nikarî li ser yek kesî bigihe rêkeftinê, du nav kandîd kirin, dema yek kes ye nebe, wate ewe ku lîsteya navan vekiriye, lewma ez jî kandîdim û ez venakişim."; + +Lê berpirsê kargêrî yê YNK Mela Bextiyar got ku wan her yek ji ";Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê agahdar kirine ku tenê du kandîdên YNK bo wê postê hene"; û Necmedîn Kerîm ne kandîdê wane bo serokomariya Iraqê. + +Necmedîn Kerîm ku li hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 30 Nîsana borî de zêdetir ji 150 hezar deng bidest xistin got: ";Şandina navê wan kandîdan bo Serokê Herêma Kurdistanê hesane, madem yek kandîd nîne, em jî dê navê xwe bidin cenabê Serokê Herêma Kurdistanê."; + +Navborî dibîne ku beşdarnebûna wî di civîna polîtburoya YNK de bandor li ser wê yekê hebû ku navê wî neket tenişt navê her du kandîdên din û dibêje: ";Ez ne di civîna polîtburoyê de bûm, civîn neserkeftî bû, eger serkeftî ba wan dê yek nav hilbijarta. Civîn negihîşte ti encamê, gotin bila her du bin eger ez jî li wê de bame dê navê min jî heba, lê ji ber ku ez ne li wir bûm navê min nedanan."; + +Di dirêjiya gotinên xwe de Kerîm aşkere kir ku ";Serokê Herêma Kurdistanê agahdar bû ku ez dê xwe kandîd bikim û axaftin jî ligel hat kirin û min ti gotineke nerênî ji cenabê wî nebihîst."; + +Di dawiya gotinên xwe de wî endamê polîtburoya YNK wiha got: ";Eger polîtburoya YNK yek kandîd danabe ezê vekişiyama, lê madem ne yek kandîde ez jî navê xwe didanim û berdewam dibim, ji ber ku di navbera polîtburoya YNK de aşkere bû ku ez kandîdim. Madem bû du kes, ti cudahî di navbera 3 kesan de nîne, raste ew nebaşe bo Kurdan ku 3 kandîdê wan hebe, bi taybetî bo YNK xirabe, lê ez ne biniyazim xwe vekişênim."; + +Ev gotin di demekê de ye ku heta niha 7 kesên Kurd xwe bo posta serokomariya Iraqê kandîd kirine, ew jî evin: + +Fûad Mehsûm +Berhem Salih +Necmedîn Kerîm +Hîwa Mihemed +Miheme Salih Heme Ferec Hesen Caf +Yehiya Nesredîn Hemed Derwêş +Tehsîn Bekir Hemed Emîn + +Rûdaw (Colemêrg)- Şerê li Colemêrgê di navbera du eşîran de rûdayî, bajar kir du alî û bû sedema qedexeya derketina kolanê. Li bajarê ku pêşgiriyên ewlehiyê lê hatî girtin, heta niha hewldanên Parêzgeha Colemêrgê û wekîlan tu encam nedane. +Li Colemêrga şerê eşîran lê rûdayî, qedexeya derketina kolanê berdewam e û herwiha hewldanên Parêzgeha Colemêrgê û wekîlê HDPê yê Colemêrgê Esad Canan ji bo aşitiyê didomin. +Esad Canan bi Rûdawê re ragihand ku, hevdîtinên wan ên bi gel re didomin û ew dê gelî bînin ba hev, wan li hev bînin. +Canan wiha dewam kir: ";Di holê de tu sedem tune ku ev bûyer rûbidin. Şerê ku di navbera 2-3 xortan de rûdayî, bûye şerê navbera eşîran, ev yek me ditirsîne. Li Colemêrgê yekîtî û bihevrebûn heye. Pêwîst e ev tiştên wisa çênebûna. Gumanên me hene ku ‘ev provokasyonek be, ji bo xirakirina vê yekîtî û bihevrebûnê.’ Min bi mezinên hemû eşîran re hevdîtin pêk anî. Ew jî roleke erênî dilehîzin. Ez hêvîdarim ku di demekî kurt de em aşitiyê pêk bînin."; +Li gel qedexeya derketina kolanê, li bajêr pêşgiriyên derasayî jî tên girtin. +Siyasetvaneke nexwest navê wî bê eşkerekirin, bi Rûdawê re ragihand: ";Tiştekî din ne mabû, ev qedexe pêwîst bûn."; +Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal di daxuyaniya xwe ya di medyayê de cih girtî de diyar kir ku ";Ev provokasyoneke ya dewleta tirk e, divê gelê me bi vê provokasyonê nexape."; +Li colemêrgê şerê di navbera eşîrên Ertoşî û Pînyanîşîyan de ev çend roje didome. Di encama şerî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bibûn. + + +Enqere (Rûdaw)- Biryare îro, Duşemê, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder serdana Herêma Kurdistanê bikin. + +Peyamnrêr Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqere ragihand ku îro her yek ji Leyla Zana û Sirri Sureya Onder bigihin Hewlêrê û dê sibe, Sêşemê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanî bicivin. + +Derbarê naveroka vê serdana de bo Herêma Kurdistanê peyamnêrê me diyar kir ku dê Zana û Onder nameya rêberê PKK Addulla Ocalan derbarê Kongreya Netweyeî ya Kurd û pirsa Rojavayê Kurdisranê de bighîni Barzanî û aliyên siyasî yên Kurd. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku roja Çareşemê, 23.07.2014, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê HDP Sirri Sureya Onder berê xwe bidin Silêmaniyê û serdana Sekreterê Gitşî yê YNKê Celal Talebanî bikin, ku ev du rojin ji geştek çareseriyê li bajarê Elmaniya vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. +Rûdaw (Hewlêr)- Piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo civîna Kongreya Neteweyî ya Kurd, parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder îro diçin Hewlêrê. Zana û Onder dê peyama Ocalan bigihînin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. +Li ser mijarê HDPê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ";Parlamentera Diyarbekirê ya serbixwe birêz Leyla Zana û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, ji bo hevdîtina Serokomarê Iraqê birêz Celal Telebanî, Serokê Kurdistana Federal birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek sazî û partiyên kurd li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd re hevdîtinan pêkbînin diçin Erbîlê. Hevdîtin, dê ji bo ragihandina peyama birêz Ocalan, nirxandina bûyerên dawî yên li herêmê û danûstandina fikaran bên pêkanîn."; +Li ber vê, tê îdia kirin ku Ocalan, ji bo Barzanî nameyek nivîsiye. +Zana û Onder her dawî di 10ê Tîrmehê de li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: +";Ocalan ji destpêka pêvajoya çereseriya demokratîk û heta niha di hevdîtinan hemûyan de destnîşan kiriye ku divê teqez Kongreya Neteweyî yaKurd bicive û yekîtiya neteweyî bê pêkanîn. Û herwiha daye zanîn ku tesbît û pêşniyariyên wî yên li ser bûyerên li herêmê çi qas girîng in. Ji ber vê jî pêwîst e kongre, di demekî kurt de bicive."; +Hewlêr (Rûdaw)- Endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro serdana Sekreterê Giştî yê partiya xwe Celal Talebanî kirin, ku ev nêzîkî 19 meh in li Almanya çareserî werdigirt. + +Kargêrê polîtburoya YNK, Hakim Qadir Hemecan, derbarê serdanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro hemû endamên polîtburoya YNK bi mebesta bixêrhatinê serdana cenabê wî kirin û ji nêzîk ve me li tenduristiya Mam Celal pirsî."; + +Derbarê wê yekê ku çi navbera wan de hatiye gotin û gotûbêj kirin, Hemecan wiha ragihand: ";Ez nikarim wê yekê behis bikim û çi axeftinekê jî li ser wê pirsê nakim."; + +Roja şemiyê (19.07.2014) bi balafireke taybet Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji Almanya vegeriya Silêmaniyê. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Piştî çend rojan ji bidawîhatina civînên sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, Sekretariyeta Giştî daxuyaniyek belav kir û tê de helwesta xwe ji peywendiyên ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê û herwiha Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ve hatibû pejirandin zelal kir. +Di daxuyaniya ku roja yekşemê hatibû belavkirin de, Encûmena Niştimanî hevtaya xweya Gel a Rojavayê Kurdistanê bi tekrewî û destbiserkirnê tohmetbar kir û berpirsiyariyarawestandina Desteya Bilind a Kurd û pûçkirina damûdezgeh û komîteyên wê yên pispor bi tevahî xiste stûyê Encûmena navborî de. +Derbarê Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar de, Encûmena Niştimanî tekez kir ku ew vê biryarê red dike ji ber ku wê rêjeya koçberiyê li Herêmên kurdî zêde bike û di encamê de wê Herêm ji akinciyên xwe yên resen vala bibe û wê encamên xirap ên vê yekê li ser demografî û siberoja herêma Kurdî û Ewlekariya Netewî ya kurdî hebe û herwiha wê nakokî û cudahiyên di nav rêzên tevgera kurdî li Sûriyê kûrtir bike. +Di daxuyaniya xwe de, Encûmena Niştimanî daxwaz kir ku serkirdayetiya pispor bê çalakkirin da ku bingeh û mîkanîzmên yekkirina yekîneyên hevbeş, rêkxistina grûp û hêzên çekdar û vekirina rê li pêş tevlîbûna ciwanên kurd nav rêzên van yekîneyên hevbeş li stûyê xwe bigre. +Nerazîbûn û têbînî derbarê Yasaya Xizmeta Leşkerî ya Neçar tenê ji aliyê Encûmena Niştimanî neman, lê hinek aliyên ku di nav Rêveberiya Xweser de jî têbînên xwe li ser yasaya navborî anîn ziman. +Sekreterê Partiya Çep a Demokrat û serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cezîrê, Salih Geddo, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê gotibû: Derxistina biryarên mezin weke yasaya xizmeta serbazî ya neçar, bi hemî aliyan ve girêdayî ye, û nabe ji aliyekî tenê derkeve, niha pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, û heger hemî hêzên kurdî yek bin û vê biryarê bi hev re derxin, wê gelê me li Rojavayê Kurdistan rêzê li vê biryarê bigre. +Çavkaniyên herêmî û herwiha çavdêr û şopînerên rewşa rojavayê Kurdistanê tekez dikin ku piştî derçûna vê Yasaya leşkerkirina Neçar pêla koçberiya ciwanên kurd ji herêmên Rojavayê kurdistanê bi taybetî berve Tirkiyê bi awayekî berçav zêde bûye. + +Silêmanî (Rûdaw) – Piştî du rojan ji vegera Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bo Kurdistanê, dîmenên vîdyoyî yên wî hatin belavkirin. + +Televîzyona Kurdsatê ya YNKê îro vîdyoyek ji Talebanî belav kir ku tê de Talebanî bi endamên Polîtburoya YNKê re rûniştiye. + +Di vîdyoyê de diktorê taybet ê Talebanî Dr. Necmedîn Kerîm û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm nayên dîtin. + +Duh jî hinek wêneyên Talebanî ji aliyê medyaya YNKê ve hatibûn belavkirin. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî roja 19ê Tîrmeha îsal û piştî salek û 7 mehan ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê. Talebanî ji ber nexweşiyê li Almanyayê bû. + + +Wan (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) a Bakûrê Kurdistanê biryar daye neçe ser sindoqên hilbijartinên serokomariya Tirkiyê. +Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Ebdulmenaf Kiran li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, li gorî HAK-PARê namzedên serokomariyê yên Tirkiyê ti tiştekî bawerpêkirî li ser çareseriya pirsa kurd nabêjin lewma ew naçin ser sindoqan. +Ebdulmenaf Kiran da zanîn, wan ewil dixwestin piştgiriyê bidin namzediya Serokwezîr Erdogan lê paşê ji vê yekê zivirîn û got, duh di civîna Meclisa partiyê de biryar hat dayîn hilbijartin bên boykotkirin. +Kiran wiha pêde çû: ";Di warê çareseriya pirsa kurd de hêviyeke me ji Erdogan hebû lê em niha dibînin ku ew jî êdî ji xeta xwe dûr ketiye û berê xwe daye şopên din. Em êdî hêviyekê ji namzedan nabînin ji bona çareserkirina pirsa kurd lewma em deng nadin."; +Hilbijartinên serokomariyê dê roja 10ê Tebaxa îsal were lidarxistin. +Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, AKPê Serokwezîr Erdogan, CHP û MHPê jî Ekmeledîn Îhsanoglu û HDPê jî Selahedîn Demîrtaş wek namzedên xwe destnîşan kirine. +Li gorî rapirsî û lêkolînên ku heta niha hatine kirin, di dora yekem de Erdogan dê were hilbijartin. + +Colemêrg (Rûdaw) – Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demoratîk (DTK) dê ji ber aloziya vê dawiyê, serdana bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê bikin. + +DBPê di daxuyaniyekê de ragihand, hevserokê DBPê Kamûran Yûksek û hevserokên DTKê Ehmed Turk û Aysel Tugluk, parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk Fadil Bedirxanoglu û gellek rayedarên din dê sibê saet 14:00 serdana bajarê Colemêrgê bikin. + +Tê pêşbînîkirin ku şanda DBP û DTKê her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî yên ku ev çend roj in li dijî hev şer dikin, li hev bînin. + +Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser şerê eşîran li Colemêrgê ragihand, dewlet li şûna ku li pêşiya bûyeran bigire lê dinêre û Walîtiya Colemêrgê jî ji bona ku kêmasiyên xwe di mezinbûna wê bûyerê veşêre, derketina derve ji xelkê re qedexe kiriye. + +HDPê daxwaza kir ku rewşa awarte ya ku li bajêr hatiye ragihandin, bê rakirin. + +Serokê Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha alozî didome û got, eşîrên ku bi hev re şer kirine ti navbeyinkariyekî qebûl nakin. + +Derbarê çawaniya derketina şerê her du eşîran de jî Akbûlût got, li gorî ku ez dizanim du xortan li qehwexanê ji xwe re dilîstin, li ser lîstokê şerê wan çêbûye û ev jî bûye sedema şerê her du eşîran. Çend eşîr li dijî eşîrekê bûne yek û dibêjin, bila ew eşîre bajêr biterikîne."; + +Serokê ÎHDa Colemêrgê anî ziman ku di bûyeran de xortek hat kuştin û 2 jî giran birîndar bûne. + +Şerê eşîrên Ertoşî û Pinyanişî ji roja 18ê Tîrmeha îsal didome û ji ber wê jî şeva borî li bajêr rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve ji xelkê re hat qedexekirin. + +Li gorî agahiyên fermî, di bûyerên van her sê rojan de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 6 kes birîndar bûne ku rewşa 2 jê giran e, 60 cihên kar zirar dîtine, 6 kes têkildarî bûyeran hatine desteserkirin, çend çek û fîşekên wan hatine girtin. + +Tê gotin, derheqê bûyeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. + +Merîwan (Rûdaw) – Ev sê roj û sê şev in agir bi daristanên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin. +Encumena Jîngehê ya Çiya ya Merîwanê ragihand, ev sê roj in agir bi daristanên devera Derweranê ya Merîwanê ketiye û heta niha jî didome. +Li gorî malpera mehrnews a îranî, berpirsê encumenê Nacî Kanî Sananî da zanîn, beşek mezin ji daristanên deverê teslîmî agir bûye û heta niha hemû hewlên ku ji bo vemirandina agir hatine kirin bêencam mane. +Nacî Kanî Sananî anî ziman ku derdora 50 endamên encumena Çiya û karmendên rêveberiya çavkaniyên sirûştî ya Merîwanê û xelkê gundên deverê mijûlî vemirandina agir in. +Li gorî agahiyên berpirsê encumena Çiya, heta niha derdora 400 donim daristan ji ber şewatê zirar dîtiye ku beşek ji wan darên ku şewitîne darên pîr in û temenê wan di navbera 500-600 salî ye. +Berpirsê rêveberiya çavkaniyên sirûştî ya Merîwanê jî ragihand, duh agir hatibû kontrolkirin lê îro dîsa ji ber germbûna hewayê agir gurr bû. +Du roj berê jî agir bi beşek ji daristanên devera Kamiyaranê ya nêzîkî bajarê Sine ketibû û beşek mezin ji daristan û çêrîngeha wê deverê şewitibû. + + + + +Kirmaşan (Rûdaw) – Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 5 kes bi hêceta ku ";rojî negirtine"; bi qamçiyan hatin cezakirin. +Li Îranê di meha Remezanê de yên ku li derve û li ber çavên xelkê rojiyê bixwen tên cezakirin. +Li bajarê Kirmaşanê jî duh 5 kes bi hêceta ku rojî negirtine ji aliyê hêzên polîs ve hatin cezakirin. +Li gorî agahiyan, ew kesên han bi lêdana qamçiyan û li ber çavên xelkê hatin cezakirin. +Beriya niha li Îranê kesên ku rojî nedigirtin diviya li hember her rojiya ku xwarine 3 qebran bikolin lê li gorî qanûna nû, yên ku rojiyê negirin bi lêdana 80 qamçiyan tên cezakirin. + +شیرهتکارێ سیاسی یێ سهرۆکێ ههڤپهیمانا ئۆپۆزسیۆنا سووری فایز سارا دەربارێ جڤینا هەڤپەیمانێ ژ ڕووداوێ ڕه ڕاگهاند کو، ئیرۆ دهستهیا گشتی ئا ههڤپهیمانا سووری ڕوونشتیه ژ بۆ ڕهوشا حکوومهتا دهمکی گۆتووبێژ بکه، و وهزیرێن حکوومهتێ وێ ڕاپۆرێن خوه پێشکێش بکن، پشتره ڕاپۆرێن وان و کارێن کو ل سهر زهمینێ هاتیه ئهنجام دان وێ بێن نرخاندن. +سارا ژ ڕووداو ڕه گۆتی: جڤین بهرهڤ ژکارخستنا حکوومهتا دهمکی ڤه دچه، و دبە کو حکوومهتهکه نوو بێ دامهزراندن، و ئهڤ یهک وێ ب ڕهنگهکی دیمۆکراتی و هلبژارتنان بێ ئهنجام دان. +دهربارێ ڕهوشا ئۆپۆزسیۆنێ و بێدهنگیا جڤاکا ناڤنهتهوی بهرامبهر شۆرهشا سووری سارا تهکهز کر کو، ئهڤ گوههرتنێن نها د سهرۆکاتیا ههڤپهیمانێ و حکوومهتا دهمکی ده چێدبن، وێ ئهتمۆسفێرهکێ نوو چێبکه دا کو گوڤاشێ بخه سهر جڤاکا ناڤنهتهوی ژ بۆ زێدهتر ئالیکاریا شۆرهشا گهڵێ سووریا بکه. +ههروها سارا تهکهز کر کو، جڤاکا ناڤنهتهوی دهستێ خوه ژ ڕهژیمێ شوشتیه و ههمی پهیوهندیێن خوه د گهل وێ ده قوت کریه و جارهک دن پهیوهندیان ل گهل ناکه. +ژ ئالیێ خوه ڤه، ئهندامێ ئۆفیسا بجیکار د ههڤپهیمانێ ده ئهحمهد ڕهمهدان زهلال کر کو، بریاره ئیرۆ بریارێن داوی ل سهر سهڕاستکرنا سیستهما بنگههین ئا ههڤپهیمانێ بێن ستهندن. +ڕهمهدان ئهشکهره کر کو، ئهوێ پرۆژهیهکی پێشکێش بکه ژبۆ زێدهکرنا سهڕاستکرنان د سیستهما بنگههین ئا ههڤپهیمانێ ده، و فرەهکرنا دهستههلاتا جیگرێن سهرۆکێ ههڤپهیمانێ و ئهندامێن دهستهیا سیاسی، و پێکانینا کۆمیتهیان ژ ناڤ ئهندامێن دهستهیا گشتی ژ بۆ ستهندنا بریاران و شۆپاندنا دۆسهیان بکه. +ههڤپهیمانێ ئۆپۆزسیۆنا سووری د داخویانیهکێ ده ڕاگهاند کو، جڤینێ بهحسا دانینا پلانهکه کار ژ بۆ قوناخا داهاتی کر، و دابهشکرنا ئهرکان ل سهر ئهندامان ژ بۆ بجیکرنا وان پلانان و گرێدانا وان ب پلانهکه ڕاگهاندنی خورت ڤە. ههروها جڤینێ کورتهیا ههڤدیتنێن وهلاتێن ههڤالێن گهلێ سووریا گۆتووبێژ کر. +هەروسا جڤین وێ مەسەلا دەستهەلاتێن حکومەتا دەمکی و دەستهەلاتێن هەڤپەیمانێ گۆتوبێژ بکە، و ب تایبەت مژارا دەستنیشانکرنا وەزیران و کشاندنا باوەریێ ژ وان، ژ بەر کو ل گۆری سیستەما بنگەهین، حکومەتا دەمکی وەک دەزگەهەکێ ژ دەزگەهێن هەڤپەیمانا ئۆپۆزسیۆنا سووری تێ هەژمارتن، لەورا دەستهەلاتا هەڤپەیمانێ ل سەر حکومەتێ هەیە و کارە حکومەتێ دامەزرینە یان هلوەشینە. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Encumena Serokatiya PDKê Elî Ewnî diyar kir ku çûyîna kurd bo Bexdayê û pêkanîna hikûmeta Iraqê bi doza serxwebûna Başûrê Kurdistanê re nakok e. Ewnî got, lê PDKê ti carî mijara serxwebûnê nake mijara nîqaşê. +Endamê Encumena Serokatiya PDKê Elî Ewnî ji Rûdawê re got, beriya niha her kesî tiştek digot û gotinên mezin dikirin, wê demê PDK nedigihîşt toza wan jî lê niha êdî pêvajo hatiye guhertin û dem dema piratîkê ye lewma xwe paşve kişandine û dibêjin PDK rewşê li gorî xwe bikar tîne. +Elî Ewnî bi tundî ew hêz û aliyên ku PDKê bi muzayedekirina rewşa niha tohmetbar dikin, kir û got, ma niha dema hilbijartinan e ku PDK bixwaze bi bikaranîna vê rewşê dengên xwe zêde bike? lê berovajî, niha kurd ji hemû demên din bihêztir e û ti carî firsendek ewqas baş neketiye destê kurd çimkî dujminên me bi xwe re mijûl in. +Wî rayedarê PDKê anî ziman ku ti wextî PDK li ser mafên gelê Kurdistanê muzayede nake û serxwebûna Kurdistanê ji PDKê re pîvan e. +Li ser yekdengî û yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê li ser serxwebûnê jî Elî Ewnî got, mijara serxwebûnê û mafên gelê kurd tiştekî wisa nîne ku hinek bixwazin xwe jê dûr bikin û kes nikare bêje ez nerazî me. Niha pêwîstî bi yekdengiyê heye û divê gelê Kurdistanê vê yekê bixwaze û aliyên siyasî jî jê re amadekarî bikin. +Li gorî Elî Ewnî, çûyûna kurd bo Bexdayê û daxwaza serxwebûnê du tiştên nakok in ji ber ku qonaxa serxwebûna Herêma Kurdistanê dê bajo û di baştirîn senaryo de jî eger hikûmeta Iraqê were avakirin dê sîstema konfederalîzmê bibe para kurd. + +Dîlok (Rûdaw) – Li bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê, pîrejineke 103 salî pereyê kefenê xwe pêşkêşî namzedê AKPê yê serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir. + +Li gorî nûçeya CNN Turkê, li bajarê Dîlokê kesên ku dixwazin alîkariya namzedê serokomariya Tirkiyê Erdogan bikin, li ber banka Şehîd Kamîl a bajêr kom bûn. +Erken saatte bankaya gelen 103 yaşındaki Elif Şencan da, ";bu benim kefen param"; diyerek 500 lirasını bağış hesabına yatırdı. +Pîrejina bi navê Elîf Şencan a 103 salî ji bona ku alîkariya Erdogan bike, 500 lîre (derdora 250 dolar) avêt ser hesabê Erdogan. +Elîf Şencan got, ev pere heqê kefenê min e lê ezê pêşkêşî Erdogan bikim. + +Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê 10ê Tebaxa îsal tê lidarxistin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê serdana Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bike. +Li gorî medyaya YNKê, Barzanî di sibê (22ê Tîrmehê) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê serdana Talebanî bike. +Li gorî heman jêderî, organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa jî sibê serdana Talebanî dike. +Îro jî endamên Polîtburoya YNKê serdana Talebanî kirin û bi wî re rûniştin. +Talebanî pêr ji Almanya vegeriyabû Kurdistanê. + + +Colemêrg (Rûdaw) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê, rewşa awarte ya ku şeva borî ji ber şerê du eşîran hatibû ragihandin, hat betalkirin. +Şeva borî li bajarê Colemêrgê di navbera eşîrên Ertoşî û Pinyanişî şer û pevçûn derketibû û di bûyeran de herî kêm kesek miribû û 6 kes jî birîndar bibûn. +Ji ber vê yekê rewşa bajêr aloz bibû lewma Walîtiya Colemêrgê rewşa awarte ragihandibû û derketina derve ji xelkê re qedexe kiribû. +Li gorî agahiyan, rewşa awarte îşev saet 11:00 bidawî hat û qedexeya derketina derve jî hat rakirin. +Tê zanîn, şandeke qelebalix a DBP û KCD dê sibê serdana bajêr bikin û rewşê ji nêzîkî ve bişopînin. + +Kobanî (Rûdaw)- Piştî raporta ";Rêxistina Genevea Calle"; Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nêzîkî 149 zarokan ji refên xwe derxistin û peymanek îmze kiriye ku ew êdî wê zarokan ji çekdarkirinê dûr bixe. +Piştî ku di sala 2012an, hikûmeta Sûriyê saziyên xwe vekişandin, YPG û YPJ wek du hêzên sereke li başûr Rojavayê Kurdistanê li dijî hêzên Îslamî yên radîkal, ku weke DAÎŞê û Cebehet el-Nusra tên binavkirin, hatin avakirin. +Di demê serdana Rûdawê bo eniya şer li rojavayê Serêkaniyê de çavê tîma Rûdawê li xortekî 18 salî ket. Ji gelek şervanan zêdetir, eniyên şer dîtibû. Fermandarê yekîneyekê ji Rûdawê re ragihand ku me ew sê mehan amade kiriye ku li hemberî metirsiya çekdaran li ber xwe bide. Herwiha got ku çekdarên yekîneya wî beşdarî perwerde û rahênanên YPG nebûne. +Zarokên keç û kur li nêzîkî eniya şer dibeziyan. Di meha 12 ya sala borî de YPGê fermandarên xwe agahdar kirin ku eger di refên wan de zarok hebin, dê rûbirûyê lêkolînên siyasî bibin. Lê belê di serê meha yekê de kesê ku di êrîşa Til Birak û Til Hemîsê de birîndar bûyî, zarokekî 15 salî bû. +Rêxistina ";Genevea Calle"; dibêje ew peymana hatî îmzekirin, rê li YPGê digire ku zarokan ji 18 saliyê biçûktir tevlî refên xwe bike. Serokê Desteya Bergirî ya Xweseriya Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan ji Rêxistina ";Genevea Calle"; re ragihand ku tu zarokên ji 18 saliyê biçûktir di şeran de cih nagirin, bi tenê weke sîxur, zêrevan an jî alîkarê hêzên çekdar tên bikaranîn. +Şanda ji Swissrayê hatî, kêfxweşiya xwe ji pabendî bi vê peymanê anî ziman. Seroka rêxistinê Elisabeth Decrey Warner dibêje; ";Destketinên îro ne hesan in, divê piştgiriya vê yekê ji aliyê komeleyên nêvdewletî ve bê kirin."; +Cihgirê Fermandariya Giştî ya hêzên YPGê Rêdûr Xelîl dibêje îmzekirin û girêdana bi vê peymanê ve rengvedana bihayên YPGê ye, ne tenê bersive bo guvaş û tohmetên derve. +Derbarê bikaranîna zarokên ji 18 saliyê biçûktir de Xelîl dibêje: ";Em li dijî vê yekê ne. Lê belê gelek rewşên derketin ku kir ev rewû derkeve holê. Em keyfxweş in ku Genevea Calle alîkariya me dike da ev rewş di nav me de nemîne."; +Meha borî, Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan di raporta xwe de diyar kiribû ku desthilatdarên Kurd ên di her sê parêzgehên di bin kontrola PYDê de zarokan ji bo hêzên polîsan û YPGê bikartînin. +Herwiha li gorî raportê bikaranîna zarokan di nav şerê Sûrî yê navxweyî de belav bûye. +Nivîskarê raportê Priyanka Motaparty dibêje: ";Mirovên zarokan tên kuştin, dibistanên wan tên hilweşandin, civaka wan tê ji nav birin; nabe ku komên çekdar vê yekê bikar bîninda ku wan zarokan tevlî refên xwe bikin."; +Raporta Human Rights Watch ku li gel 25 zarokan hevdîtin pêk aniye dibêje, gelek sedem hene ku zarok peywendiyê bi wan hêzên çekdar re bikin. Ew zarok, an çav li mirovên xwe dikin an jî di navçeyekê de ne ku milmilanî û şer tê de geleke û ti bijardeyên din di ber destê wan de nînin, lewma tevlî hêzên çekdar dibin."; +Hewlêr (Rûdaw)-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ligel serokê fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê di civînê de ye û tê de çend babetên girîng ên di rojevê de tên gotûbêj kirin. + +Civîn li avahiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdisanê birêve diçe û li gor zaniyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de her du proje yasayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û referandûm, herwiha proje yasaya pêdana budceya partiyên Herêma Kurdistanê, tên gotûbêj kirin. + +Herwiha biryare ew her du proje yasa di civîna îro, ya Parlamentoya Kurdistanê de jî bên gotûbêj kirin. + +Berî niha Tora Medyayî ya Rûdawê belav kiribû ku, dê parvekirina mûçeya fermanberên hin wezaret bo piştî cejna Remezanê bê paşxistin, ji ber ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî heta niha pereyên pêwîst bo Wezareta Darayî neşandine, lewma biryare di civîna Barzanî û serokê frakisyonan de pirsa budceya fermanberan jî bê gotûbêj kirin. + +Rûdaw (Hewlêr)- Şeva borî di pevçûna navbera komeke çekdar û leşkeran de li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 leşker jî birîndar bûn. +Li navçeya Rihayê (Urfa), Serêkaniyê (Ceylanpinar) di navber komeke çekdar, ku hewl didan sînorî derbas bikin û leşkeran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. +Waliyê Rihayê Izzettin Kuçuk, di daxuyaniya piştî bûyerê de wiha got: ";Li ser sînorê Sûriyê komên çekdar hewl didin ji Resûlaynê derbasî Ceylanpinarê bibin. Wextê ku haya leşkeran ji vê yekê çêdibe, pevçûn derdikeve."; +Kuçuk got piştî pevçûnê, komên çekdar dîsa vegeriyan Sûriyê . +Herwiha ragihand ku ew lêdikolin ku bizanibin çima komên çekdar hewl didin sînorî derbas bikin û wiha dewam kir: ";Em dizanin ku ew kesên çekdar in. Em lêdikolin ku pê bizanin armanca wan yan derbasbûniya sînorî."; +Wekû tê zanîn, hejmara kesên ku ji Sûriyê direvin û tên Tirkiyê bi sed hezaran tê îfade kirin. Ji destpêka şerî heta niha 200 hezar welatiyên Sûriyê, li rihayê hatine cîbecîkirin. +Sala borî topbaranên li Resûlayn a li pêşberî Serêkaniyê çêbûyîn, bûbû sedema mirina çend sivîlan. +Bajarên; Riha, Mêrdîn, Şirnex, Kilis, Dîlok (Antep) û Hatay li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê cih digirin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Şeva borî Berhem Salih, ku yek ji namzetên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye bo kursiya serokomariya Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê çû Bexdayê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro, dê Berhem Salih ligel Fûad Mehsûm, ku namzetê din ê YNK bo serokomariyê ye bicive, herwiha dê ligel Ibrahîm Ceferî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî bicive, lê heta niha nediyar ku dê Salih ligel serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê Nûrî Malikî jî bicive yan na. + +Di destpêka vê hefteyê de YNK bi fermî her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm wek namzetên xwe bo kursiya serokatiyê ragihandin. Lê endamê polîtburoya YNK Necmedîn Kerîm ragihand ku ew jî bo heman kursiyanamzet e û pêdagiriyê jî li ser xwekandîd kirinê dike. + +Kursiya serokomariya Iraqê li ser bingeha lihevkirina siyasî ji mafê Kurdane, di nava Kurdan de jî ji pişka YNK ye. Di dema borî de serkirdatiya YNK nikarî li ser yek namzet bo wê kursiyê xwe yek alî bike, lewma du nav destnîşan kirin, fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî li nava Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike ku ew namzet bi riya parlamentoyê bê yek alî kirin. + +Çavlirê ye ku di civîna îro, Sêşemê, ya Parlamentoya Kurdistanê de ew pirs bê gotûbêj kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, Sêşemê, Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrvan Mistefa û Serokweîzêr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana mam Celal bikin. +Duh, 21ê Tîrmehê, medyaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku roja 22ê Tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Berpirsê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrvan Mistefa dê serdana Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK mam Celal bikin. +Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê jî dê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo dîtina Telabanî, îro serdana Silêmaniyê bike. +Roja Duşemê, endamên polîtburoya YNK, piştî salek û heft mehan serdana Celal Telebanî kiribûn ku roja Şemiyê ji Almanya vegeriya bû Başûrê Kurdistanê. Piştî wê civînê jî medyaya heman partiyê yekem car vîdyoya vegera Telebanî parve kiribû. +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa ligel berpirsê odeya peywendiyên dîplomatîk a tevgera navborî Mihemed Tewfîq Rehîm serdana Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kirin. + +Li gor malpera fermî ya YNK, ev serdana Newşîrwan Mistefa û Mihemed Tewfîq Rehîm bo Talebanî bi mebesta bixêr hatina Talebanî û pirskirin li rewşa wî ya tenduristî bû. + +Herwiha biryare îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Mam Celal bikin. + +Tê zanin ku, Mam Celal, piştî salek û heft mehan ji çareseriya pijîşkî li welatê Almanya, roja Şemiya borî vegeriya bû Başûrê Kurdistanê. + +Rûdaw (Hewlêr)- Li navçeya Amedê Licê, di encama qelibîna tankera LPGê de teqînek çêbû, kesekî jiyana xwe ji dest da, 66 kes jî birîndar bûn. +Li gorî nûçeyên medyaya tirkî, şeva borî li Licê tankereka LPGê ji rê derket û qelibî. Di encama bûyerê de tanker teqiya û agirê wê li derdorê belavî du otobosan û erebeyek ticarî bû. +Ji kesên ku di otobosê de kesekî jiyana xwe ji dest da 66 kes jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin şandin. +Birîndarên rewşa wan pir xirab, bo beşa nexweşiyên giran ên bajarên derdorê hatin şandin. Birîndarên din jî piştî tedawiya ewil hatin şandin bo, beşa şewatê ya nexweşxaneyên Meletî, Êlih û Elezîzê. +Hat zanîn ku şoferê tankerê, piştî qelibîna tankerê ji aliyê kesên li derdorê ve ji erebê hatiye derxistin. +Erebeyên ku di teqînê de agir pê ketîn, piştî 2 saetan hatin vemirandin. +Parêzgeha Amedê piştî qezayê ";maseya krîzê"; damezrand û ji Wezareta Tenduristiyê balafirên ambulansî xwest. +Bi 2 balafirên ambûlansî yên ku ji Enqereyê hatî şandin de dixtor sewqî Amed û Çewlîgê kirin. + +Kobanî (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 5 şervanên xwe yên ku li nêzîk gundê Cibnê li herêma Kobanî winda bibûn, şehîd ragihandin. + +Duh, navenda ragihandina YPG di daxuyaniyekê de navên 5 şervanên xwe yên ku di 12ê Tîrmehê de li nêzîkî gundê Cibnê li rojavayê herêma Kobanî wenda bibûn, bi fermî ew wekî şehîdan ragihandin. +Çavkaniyekê ji navenda ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di şerekî li nêzîkî gundê Cibnê de li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di 12ê Tîrmehê de, peywendiya YPGê ji grûpeke şervanan re qut bibû, lê piştre DAÎŞê wêneyên wan şervanan şehîdbûyî li ser torên civakî belav kiribûn, YPGê jî ji aliyê xwe ve bi rengekî fermî navên wan şervana şehîd ragihandin. +Herwiha heman jêderê ji Rûdawê re gotibû, ku di van 2 rojên borî de, ku YPGê li nêzîkî gundê Cibnê li rojavayê herêma Kobanî, û li gundê Ehmediyê li rojhilatê herêma Kobanî hin çekdarên DAÎŞê kuştine û hinek jî birîndar kirine. +Li alîkî din û li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, duh, Duşemê, di encama topbarankirina DAÎŞê ser gundên Kopirlig, Serzorî, Cirin û Huriyê re li rojhilatê herêma Kobanî, şervanekî YPGê ku ew ji herêma Efrînê bû û bi navê Ebdelah Mistefa şehîd bibû û şervanek jî birîndar bibû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah red kir ku di vê dema dawiyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Îranê kiribe û tekez kir ku gelê Kurdistanê moletê ji kesî wernagire bo diyarkirina çarenivîsa xwe. + +Di daxuyaniyekê de ku îro li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirirn wiha hatiye: + +";Ev çend rojin ku malper û medya ser bi desthilatdarên Bexdayê ve di berdewamiya propagendaya li dijî Herêma Kurdistanê de, nûçeyek nerast belav kirine ku tê de dibêjin ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îranê kiriye û berpirsên Îranê nerazîbûna xwe li hember siyaseta Herêma Kurdistanê bermaber krîza Iraqê, mafê çarenivîs û çûna Pêşmerge bo Kerkûkê anîne ziman, û çend medyayen navxweyî Kurdistanê jî ev nûçeya nerast ji wan veguhestiye."; + +Omêd Sebah di vê barê de ew nûçe bi propaganda berdewam ya li dijî Herêma Kurdistanê ji aliyê hin malper û medyaya ser bi desthilatdarên Bexdayê ve da zanîn û got: ";Serokê Herêm bi ti awayekî serdana Îranê nekiriye."; + +Herwiha Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku: ";Siyaseta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî derbarê krîza Iraqê û mafê çarenivîs ê gelê Kurdistanê de zelal û aşkere ye ku gelê Kurdistanê bo diyarkirina çarenivîsa xwe molet ji kesî wernagire."; + +Derbarê helwesta Herêma Kurdistanê ji krîza Iraqê de di daxuyaniyê de hatiye: ";Herêma Kurdistanê ligel wê yekê ye ku alîkariya xweşk û birayên Şîe û Sune bide da pêvajoya siyasî ya Iraqê serbigire û di heman demê de kar bo rê û şûnên siyasî û yasayî yên peydakirina mafê biryardana çarenivîsa gelê Kurd dide."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew hewl didin ji bo kursiyê serokomariya Iraqê tenê namzetekî derbixin. +Biryar bû ku ji bo kursiyê serokomariya Iraqê di nav Kurdan de ji Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) de namzeteke tenê derbikeve. Lê belê di civînên dawî yên vê partiyê de encamek wisa derneket. +Di destpêka vê hefteyê de YNK bi fermî her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm wek namzetên xwe bo kursiya serokatiyê ragihandin. Lê endamê polîtburoya YNK Necmedîn Kerîm ragihand ku ew jî bo heman kursiyanamzet e û pêdagiriyê jî li ser xwekandîd kirinê dike. +Lê belê îro, Sêşemê, di civîna li gel serokê fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, hewl didin bi rêya danûstandinên siyasî namzetên YNK kêm bikin û bikin namzetek tenê. +Derbarê vê pirsê de roja Duşemê Partî, Yekitî, Goran, Komel û Yekgirtû li polîtburoya YNK li Silêmaniyê civiyabûn û aliyan ji YNK xwestibûn tenê namzetekî derbixin. +Rûdaw (Hewlêr)- Şeva borî di pevçûna navbera komeke çekdar û leşkeran de li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da, leşkerek jî birîndar bû. Ev agahî ji Serokatiya Fermandariya Tirkiyeyê ve hat piştrastkirin. +Li navçeya Rihayê (Urfa), Serêkaniyê (Ceylanpinar) di navber komeke çekdar, ku hewl didan sînorî derbas bikin û leşkeran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. +Waliyê Rihayê Izzettin Kuçuk, di daxuyaniya piştî bûyerê de ragihandibû ku; ";Li ser sînorê Sûriyê komên çekdar hewl didin ji Resûlaynê derbasî Serêkaniyê (Ceylanpinar) bibin. Wextê ku haya leşkeran ji vê yekê çêdibe, pevçûn derdikeve."; +Kuçuk got piştî pevçûnê, komên çekdar dîsa vegeran Sûriyê . +Herwiha ragihand ku ew lêdikolin ku bizanibin çima komên çekdar hewl didin sînorî derbas bikin û wiha dewam kir: ";Em dizanin ku ew kesên çekdar in. Em lêdikolin ku pê bizanin armanca wan yan derbasbûniya sînorî."; + +Serokatiya Fermandariya Tirkiyeyê ragihand ku di bûyerê 2 eskeran jiyana xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye. +Wekû tê zanîn, hejmara kesên ku ji Sûriyê direvin û tên Tirkiyê bi sed hezaran tê îfade kirin. +Sala borî topbaranên li Resûlayn a li pêşberî Serêkaniyê (Ceylanpinar) çêbûyîn, bûbû sedema mirina çend sivîlan. +Bajarên; Riha, Mêrdîn, Şirnex, Kilis, Dîlok (Antep) û Hatay li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê cih digirin. + + +Silêmanî (Rûdaw)- Berpirsê odeya peywendiyên dîpolmatîk a Tevgera Gorranê, Mihemd Tewfîq Rehîm behsa naveroka serdana xwe ligel Berpirsê Giştî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa bo mam Celal kir. + +Îro, Sêşemê, Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa ligel berpirsê odeya peywendiyên dîplomatîk a tevgera navborî Mihemed Tewfîq Rehîm serdana Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kirin. + +Piştî bidawîhatina serdanê, Mihemd Tewfîq Rehîm ji Tora Medyayê ya Rûdawê re aşkere kir ku mebesta wan ji vê serdanê bixêr hatina Talebanî bû ligel pirskirina rewşa wî ya tenduristî û got: ";Em gelek kêfxweşin bi başbûna tenduristiya wî û vegera wî bo Kurdistanê."; + +Derbarê navberoka civînê de, Rehîm da zanîn ku: ";Behsa gelek bûyerên dîrokî û berê hat kirin, serdaneke xweş û dostane bû, em her du alî bi vê hevdîtinê kêfxweş bûn."; + +Berpirsê odeya peywendiyên dîpolmatîk a Tevgera Gorranê got jî: ";Her wek hemû caran mam Celal bi nasanav kake Newe bang li kak Newşîrwan kir, ku ew nasnav di serdema çiya de mam Celal bo kak Newşîrwan bikar tanî û îro jî bi heman navî bang li wî dikir."; + + + + + + +Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû dîtina Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro çû bajarê Silêmaniyê û serdana Talebanî kir. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî niha li mala Talebanî ya li devera Debaşanê ya Silêmaniyê ye. + +Beriya Barzanî, organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa jî serdana Talebanî kiribû. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî roja 19ê Tîrmeha îsal piştî salek û 7 mehan ji Almanya vegeriyabû Kurdistanê. +Ormiye (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî soz da ku mûçe û alîkariya darayî bide zarokên gundê Şînawê yên ku di bûyera şewata dibistanê de birîndar bibûn. +Nûnerê bajarên Pîranşar û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê, Resûd Xizrî ragihand, heta niha ew zarokên keç ên ku di bûyera gundê Şînawê de birîndar bibûn, zêdetirî 100 carî hatine neştergerîkirin. +Resûl Xizrî anî ziman, ji ber vê jî malbatên wan zarokan ketine bin xercên giran û pirraniya wan jî ji ber ku bi zarokên xwe re mijûl bûne, karên xwe ji dest dane. +Xizrî diyar kir ku ji ber wê jî daxwaz ji Serokomar Hesen Rûhanî kirine da ku mûçe û alîkariya darayî bide zarok û malbatên wan. +Nûnerê Pîranşar û Serdeştê eşkere kir, di dawiyê de Rûhanî soz da ku mehane mûçe bide wan zarokan. +Tê zanîn, zivistana sala 2012an, dibistana seretayî ya keçan a gundê Şînawê yê Pîranşarê agir pê ketibû û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî 20 zarok jî birîndar bibûn. +Di bûyerê de beden û rûçkê wan zarokên keç bi awayekî cidî birîndar bibû. + +Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, ragihand ku endamê polîtburoya YNKê Dr. Necmedîn Kerîm bêyî rizamendiya polîtburoya wê partiyê xwe kiriye namzedê serokomariya Iraqê. + +Ev çend roj in YNKê li ser destnîşankirina namzedê xwe ji bona serokomariya Iraqê mijûlî gotûbêj û civînan e. + +Herî dawî, Polîtburoya YNKê ragihand ku alîkarê berê yê sekreterê giştî Berhem Salih û endamê polîtburoyê Fuad Meisûm wek namzedên YNKê yên serokomariya Iraqê destnîşan kiriye. + +Lê endamê polîtburoya YNKê Dr. Necmedîn Kerîm ku di heman demê de parêzgarê Kerkûkê û diktorê taybet ê Talebanî ye jî, ragihand ku ew jî namzedê serokomariya Iraqê ye. + +Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, di hevpevînekê de digel Rûdaw TV ku îro bi awayekî zindî hat pexşkirin, bi eşkere li dijî namzediya Dr. Necmedîn Kerîm derket û got, Dr. Necmedîn Kerîm bêyî rizamendiya polîtburoyê xwe kiriye kandîd ji ber wê jî ew namzedê YNKê nîne. + +Mela Bextiyar anî ziman, Berhem Salih û Fuad Meisûm namzedên YNKê ne. + +Li ser vegera Talebanî bo Kurdistanê jî Mela Bextiyar got, pijîşkên Talebanî biryara vegera wî dan û wiha axivî: ";Dema min cara yekem Mam Celal dît, min destê wî maç kir paşê ez giriyam."; + +Mela Bextiyar pesnê Rûdawê jî da û got, Rûdawê bi awayekî profesyonel vegera Mam Celal romal kir. + +Silêmanî (Rûdaw) – Wêne û dîmenên hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî re hatin belavkirin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê serdana Talebanî kirin û ji nêzîk ve rewşa tenduristiya wî pirsîn. + +Demek kurt piştî hevdîtinê, wêne û dîmenên vê serdanê ji aliyê televîzyona Kurdsatê ya YNKê ve hatin belavkirin. + +Di wêne û dîmenan de Talebanî li ser kursiyeke tibbî rûniştiye û Barzanî li kêleka wî rûniştiye. + +Hevjîna Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed jî tê dîtin. + + + + +Colemêrg (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yûksek û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr ji bo aramkirina rewşa bajêr çûn Colemêrgê. + +Çend roj berê di navbera her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî yên Colemêrgê de şer derketibû û di bûyeran de kesek miribû û 6 jî birîndar bibûn. Ji ber vê yekê rewşa awarte li bajêr hatibû ragihandin, her çiqas rewşa awarte şeva borî hat rakirin jî lê heta niha jî alozî didome. + +Lewma şandeke DBP û KCKê ku ji hevserokê DBPê Kamûran Yûksek, hevseroka KCDê Aysel Tugluk û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr pêk dihat, îro danê nîvro serdana Colemêrgê kirin. Nûnerên hinek saziyên sivîl jî bi şanda han re bûn. + +Osman Baydemîr li ber avahiya şaredariya Colemêrgê axaftinek kir û got, sedema vê carê ya hatina me ya Colemêrgê ji yên din cudatir. Vê carê dilê me şikestiye û em xemgîn in çimkî biray xwîna bira rijandiye. Sedema vê zulma sedsalan li welatê me, bêtifaqî û hesûdiya me li hember hevdû ye. Nabe li ser vê xakê şerê bira, bêtifaqî û duminatî hebe. Niha çavê hemû gelê kurd li Colemêrgê ye. Dora kurdên Bakûr, Rojava û Başûrê hatiye girtin û hêviyên kurdan li Colemêrgê şîn dibin, jixwe dixwazin vê hêviyê tine bikin. Ricaya me ji we ew e ku êdî bila bûyerên wiha neqewimin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda DBP û KCDê dê bi mezinên her du eşîran re rûnên û hewla lihevanîna wan bidin. + +Piştî rakirina rewşa awarte û betalkirina qedexekirina derketina derve jiyana dîsa li nav bajêr wek rojên berê normal bûye. + +Kesekî xekê bajêr ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, eşîra Pinyanişî ku salên 1990î ji navçeya Çelê hatine Colemêrgê, BDP dane pişt xwe û bi zorê ji xelkê bacê distînin. + +Li gorî wî jêderî, sedema derketina şerê her du eşîrên Ertoşî û Pinyanişî jî ev bûye. Hinek kesên din jî ev îdia piştrast kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq, pêşwazî li parlamentera serbixwe ya Amedê Lelya Zana û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder kir. +Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ku duh gihîştin Başûrê Kurdistanê, îro li Parlamentoya Kurdistanê bi serokê parlamentoyê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq û alîkar û sekreterê parlamentoya Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. +Di destpêka civînê de Leyla Zana got, ez bi vê serbilind im ku serdana parlamentoya Kurdistanê dikim û serokekî genc pêşwaziya min dike. Min silavên serok Ocalan ji parlamentoya Kurdistanê re aniye û kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin bi parlamentoya we heye. +Hat gotin, Sirri Sureya Onder jî kêfxweşiya ji serdana Parlamentoya Kurdistanê anî ziman û got, divê kurd hemû bi hev re kar bikin. Girîng nîne kîjan perçeyê Kurdistanê be girîng ew e ku dilê me bi hev re be. Em her dem serkeftina we dixwazin û hêvîdar im armanca we xizmeta gelê kurd û avakirina dewleta kurdî be. +Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Yûsif Mihemed di civînê de got, em bi xebatên hêja yên kurdên Bakûr serbilind in û ji bona bidestxistina mafên kurdên Bakûr çi ji destê me were emê bikin ji ber ku parlamentoya Kurdistanê milkê hemû kurdên cîhanê ye. + +Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ji bona gihandina peyama Ocalan bo Barzanî û Talebanî serdana Herêma Kurdistanê kirine. + +Batman (Rûdaw) – Li Tirkiyê, neviya 4 salî ya nivîskarê navdarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ya bi navê Asîwa ku welatiya Swêdê ye, bi hêceta ku mafê wê yê rûniştina li Tirkiyê tine, bi 650 lîre (nêzîkî 380 dolar) hat cezakirin. +Li gorî ajansa DHAyê, kurê Apê Mûsa yê bi navê Dîcle Anter ku li şaredariya bajarê Batmanê de kar dike, bi keça xwe ya bi navê Asîwa re çûbû Azerbaycanê. +Li gorî nûçeyê, dema Dîcle û keça xwe roja 12ê Tîrmehê vegeriyan Tirkiyê, bi hêceta ku keça wî serî li rêveberiya karûbarên biyaniyan nedaye û mafê rûniştina li Tirkiyê wernegirtiye, bi 650 lîreyan hat cezakirin. +Dîcle Anter li hember vê rewşê nerazîbûn nîşan da û got, keça min li Batmanê hatiye dinê lê ji ber ku di navê wê de pîta ";W"; heye navê wê nehat tomarkirin û nebû welatiya Tirkiyê. Jixwe me ji bo vê yekê serdana Konsulxaneya Swêdê kiribû. Ez jî welatiyê Swêdê me. Dema ez û keça xwe vegeriyan Tirkiyê em rastî vê yekê hatin. +Bavê Asîwayê anî ziman ku beriya niha jî ji deriyê sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) re derbas bûne lê rastî pirsgirêkeke wiha nehatine û wiha got: ";Ji ber ku mafê rûniştinê yê Asîwayê li Tirkiyê tine û bi hêceta ku me ji bo wergirtina mafê rûniştinê serî li saziyên têkildar nedaye bi 650 lîreyan em ceza kirin. Lê dema min ji wan re got pere bi min re tine nehîştin keça min derbasî Tirkiyê bibe, ji min re gotin divê tu heta 10 rojên din serdana rêveberiya biyaniyan bikî. Em li vir hatin dinê û mezin bûn. Hikûmet li aliyekî navên kurdî û weşanana kurdî serbest dike lê ji aliyê din em nikarin ji ber pîtekê navê keça xwe bidin tomarkirin."; +5 zarokên Dîcle Anter hene ku 4 ji wan jibilî ku welatiyên Tirkiyê ne welatiyên Swêdê ne jî lê Asîwa ji ber ku di navê wê de pîta qedexe ya ";W"; heye, nekariye bibe welatiya Tirkiyê. +Li gorî reform û guhertinên herî dawî yên Tirkiyê, êdî qedexe li ser pîtên kurdî yên ";W, Q, X"; hatibû rakirin. + +şanda rêvebriya xweser ya ku serdana başûrê kurdistnê û dewletên oropî kiribo +serdanên xwe bi dawî kirên û îro li bajarê qamişlo yê rojavayê kurdistnê kongireke rojnamevanî li navenda desteya rêveberiyê li dardixe +salih gedo serokê komîtiya peywendiyên derve eşkere kir ku wan di serdana xwede nerîna dewleta li ser rêveberiya xwe guhert bir bi başbonê¤WA0 4824 5192 +stby 1--salih gedo serokê komîtiya peywendiyên derve +derbarê serkeftinan abd alkerîm omer endamê dîwana qanon saz ya rêveberiya xwesr û yek ji endamê şandeyê tekez kir ku wan dewleta piştgiriya xwe ji rêveberiya me anî n ziman û gift û go li ser rakirna dorpêça li ser rojava û vekirna dergehên trkiyê bi rojavare¤WA2 4864 5072 +stby 2- abd alkerîm omer endamê dîwana qanon saz +endamê şandeye di kongirê xwede tekez kirên ku ew pewîstê yekîtiyekê ne ji bo karê wan hesan bibe û anîn ziman am amadene herdem ji bo yekîtiyê¤WA4 4864 5072 +stby 3-- abd alkerîm omer endamê dîwana qanûn saz +di cehzerana 2014dan şanda rêvebriya xweser dest bi serdanê xwe kirbo ji başurê kurdistanê dest pê kir ta dewletên oropî û û duh vegeriyan rojava + + + +Hefteya borî li Stenbolê bi beşdarbûna zanayên Misilman ve civînek hate li dar xistin. Ji ber ku beriya civînê DAIŞê li Iraq û Sûriyê xîlafeta xwe îlan kiribû û Israîl êriş li ser Xazeyê dabû destpêkirin civîn bi baldarî hate şopandin. Beşdarên civînê yên ji her çar parçê Kurdistanê hatibûn derbarê pirsgirêkên cîhana Îslamê ku di civînê de derketin pêş ji Televizyona Rûdawê re nirxandin. +Reporter +Salên dûdirêje li cografyeya misilman lê dijîn pirsgirêkên mezin hene ku gelek ji wan dibin sedema şer û pevçûnê. Bi taybetî di salên dawî de di bin navê guhertina rejîman de li Sûriyê, Iraqê, Misrê û gelek deverên din yên Misilman lê dijîn şer û pevçûnên dijwar çêbûn. Ev pirsgirêk hişt ku zanayên Misilman li Stenbolê li hev bicivin û sedemên van pirsgirêkan nîqaş bikin. +Rop +Muhammed Mûtez Xiznewî (Yekîtiya Zanyarên Sûriyê) +Reporter +Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman yên Cihanê Dr. Elî Qeredaxî rewşa cîhana Îslamê gelekî xirab dibîne. +Rop +Dr. Elî Qeredaxî (Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zalimên Misilman yên Cihanê) +Reporter +Sekreterê Yekîtiya Zanayên Dinyayê Abdûllah Seîd Weysî behsa çareseriya pirsgirêkên cîhana îslamê kir. +Rop +Abdûllah Seîd Weysî (Sekreterê Yekitiya Alimên Dinyayê yê Herêma Kurdistanê) +Reporter +Di cîhana misilmanan de ji bilî pirsgirêkên navbera mezhebên ola îslamê de pirsgirêk di navbera Misilman û ol yan jî baweriyên din jî hene ku ew jî bi salane berdewam dikin. + + +Rûdaw (Hewlêr)- Li navçeya Bidlîsê, Tetwanê di encama lêkdana qemyon û otomobîlekê de ji heman malbatê 5 kes mirin, zarokek jî birîndar bû. +Li gorî ahagiyên Ajansa Anadoluyê, qemyona ku ji aliyê Fikret Aslan ve dihat ajotin û otomobîla ku ajotkarê wê hêj nediyar, li hev dan. +Di encama lêkdanê de otomobîlê teqle avêtin û kesên tê de jî li ser rê belav bûn. +Di qezayê de, Îslam, Kubra, Zemîn, Filîz û Mehmet Emîn Guner di cih de jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî nave wî nediyar ê 3 salî jî birîndar bû. +Zaroka birîndar bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Tetwanê. +Ji ber qezayê rê, demekî ji bo hatûçûnê (trafîk) hat girtin. Piştî erebeyên qezakirî hatin rakirin, rê vebû. + +Rûdaw (Hewlêr)- Yekitî Niştiman, razî bûye ku namzetê kurd ê bo kursiyê serokomariya Iraqê, ji aliyê koma Kurdistanê ya di nav Parlamentoya Iraqê de bê hilbijartin. +Serokê koma Yekitî Niştimanê ya di Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdula, bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku; ";Eger îro di civîna Parlamentoya Iraqê de biryara serokomariya Iraqê bê dayîn, biryara me jî ew e, em ji nav koma Kurdistanê namzetekê hilbijêrin. +Derbarê hejmara kesên ku xwe ji bo kursî namzet nîşandayîn de Arêz Ebdula got: ";Hejmara namzetan her çend be jî, em dê hemûyan bixin dengdanê û yekî hilbijêrin."; +Heta niha şeş kesên kurd bûne namzetê serokomariya Iraqê ku yên eşkere bûyî Fuad Me’sûm, Berhem Salih û Necmedîn Kerîm in. + +Rûdaw (Hewlêr)- Li Amedê ji ber nêzbûna Cejna Remezanê li bazarên taxan, li sûkên dîrokî û navendên danûstandinê qerebalix in. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, bazarên taxan ên Amedê bêtir şekirên cejnê, şirînahiyên herêmî û dermanê kadeyan tê sitandin. Li sûkên dîrokî û navendên danûstandinê jî bêtir cil û bergên cejnê û pêlav tên stendin. +Alî Demir ê ku şekirên cejnê difiroşe got ku firotin niha ne di asta ku em dixwazin de ye û wiha dewam kir: "Çend roj beriya cejnê dê firotin zêde bibe. Niha firotinên me ne di asta ku em dixwazin de ye. Welatî hêdî hêdî amadehiya cejnê dikin û danûstandinê dikin." +Mehmet Yilmaz ê ku danûstandin dikir jî diyar kir ku bihayên li gorî her budçeyê hem di navendên danûstandinê de hem jî li sûk û bazaran hene û wiha axivî: "Bihayên li sûk û bazaran gelekî baş in. Bihayê şekiran ji 3 lîreyan dest pê dike heta 30 lîreyî derdikeve. Bihayê pêlavan jî ji 10 lîreyan dest pê dike û mirov dikare bi 300 lîreyî jî pêlavekî bistîne." + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê encûmena gel yê navçeya Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê Ferec Mihemed ji ragihandinên girêdayî PYDê re diyar kir ku, ew kesên ku bi leşkerên Tirkiyê re ketine şer ne hêzên YPGê ne, û ti birîndar yan wendayîyên YPGê jî tine ne, îhtîmala mezin qaçaxçîne. +Li gorî daxuyaniya Waliyê Rihayê Izzetin Kuçuk ji çapemeniya Tirkiyê re dayî, ew koma ku dixwest derbasî Sûriyê bibe û bi leşkerên artêşa Tirkiyê re ket pevçûnê, girêdayî hêzên PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, û pevçûn heta roja 22 Tîrmehê berdewam bûye. +Lê heta wê demê ji bilî wan leşkerên ku di roja yekê de birîndarbûbûn û piştre jiyana xwe ji dest dane Berat Sagirkaya, Adem Dovuşken, Yigit Şahan, ti wendayîyên din tune ne. +Çavkaniyekî ji navçeya Ceylanpinarê ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, pevçûn di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û komeke çekdar de li ser xaka Bakur berdewame, û heta niha jî dengê çekan û pevçûnan tê, û destnîşan kir ku li gor axaftinên xelkê li Ceylanpinarê îhtîmala mezin ew kom girêdayî rêxistina DAÎŞê ye. +Çavkanî anî ziman ku, li gor agahiyan di encama wî şerî de yek ji wê komê hatiye kuştin û pênc kes jî di çembera leşkerên Tirkiyê de ne. +Lê çavkaniyek ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku, ew xeta sînor, zêdetir ji aliyê YPGê de tê bikaranîn, û li gor wî, YPGê dema dixwest komeke şervan ji Bakurê Kurdistanê derbasî Serêkaniya Rojava bike ketin kemîne û di navbera leşkerên Tirkiyê û wan de li ser sînorî pevçûnekê rû da. +Li gorî malperên nêzîkî PKKê û PYDê , ew koma ku bi leşkerên Tirkiyê re li ser sînorê Ceylanpinarê şer kirî, ne girêdayî PYDê û YPGê ne. Îhtimaleke mezin ew komeke qaçaxçiyane. Jixwe hertim pevçûnên wiha di navbera leşkerên Tirkiyê yên sînor û qaçaxçiyan de derdikevin. + +Rûdaw (Enqere)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya ji bo Serokomarê Iraqê Celal Telebanî de got: ";Rewşa siyasî ya li çar perçeyên Kurdistanê, gelê kurd mecbûr dike ku ew ji bo azadiyê hevpar tevbigere."; +Li gorî nûçeya Ajansa Dîcleyê, Ocalan peyama xwe bi parlamenter, Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder re şand, ku ew niha li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin. +Zana û Onder 22ê Tîrmehê li Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinek kiribûn. +Rêberê PKKê di peyama xwe de got: ";Dîplomasiya hûn li gel welatên cîran bi rêve dibin, gelek baş in. Niha jî dive hûn, heman xebatan ji bo kurdan bikin. Rewşa siyasî ya li çar perçeyên Kurdistanê, gelê kurd mecbûr dike ku ew ji bo azadiyê hevpar tevbigere."; +Derbarê Kongreya Neteweyî de jî Abdullah Ocalan ev tişt gotin: ";Hêvî û daxwaziya min ew e ku gelê me ji bo kombûna Kongreya Neteweyî bi hevre xebatan bimeşîne. Eger em Kongreya Neteweyî nekin xerentî, êrişên çeteyên DAÎŞê yên li ser gelê me dê bidome."; +Ocalan ji bo dayîna xelata Îbrahîm Ehmed jî sipasiyên xwe bo Celal Telebanî şandin. +Kemal Burkay: Ew ne samîmî ne +Herwiha Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay got, PKK di mijara Kongreya Neteweyî ya Kurd de ne samîmî ye. +Burkay wiha axivî: ";Şûna kongreyekî bi beşdarbûna hemû partiyan pêkhatî, ew kongreyekî wisa dixwazin ku hakimê wê ew bin. Eger rêvebiriya Kurdistanê karekî wisa bike, derfetên wê hene û dê bike. Bang dê li hemû rêxistinan bê kirin û dê bi awayekî demokratîk biryar derbikevin."; +Burkay rexneyên xwe wiha domandin: ";Hem Ocalan\ hem jî PKK di van demên dawî de bi gotineke wiha diaxivin ku kurd ne netewe ne. Li dijî fikra avakirina dewleteke serbixwe ya Başûrê Kurdistanê derdikevin. Ev behsa kombûna kîjan Kongreya Neteweyî dikin? Xwe wisa nîşan didin ku, heçkû yekitiya kurdan dixwazin. Bila hew vî gelî mijûl bikin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê 3 pêşmerge li navçeya Badûş a Mûsilê dîl girtin, herwiha pêşmerge ji 3 cihên li wê navçeyê jî paşde kişiyan. + +Çavkaniyeke ji nav hêzên pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";şeva borî di encama şerekî navbera pêşmerge û DAÎŞê li çerxrêya navçeya Badûşê li parêzgeha Neynewayê de, 3 pêşmerge dîl ketin destê DAÎŞê";. + +Bi gotina wê çavkaniyê, ";hêzên pêşmerge wek taktîkekê, ji 3 cihên xwe li çerxerêya Badûş û kargeha derman a Mûsilê paşde kişiyane";. + +Çavkaniyê ku nexwestiye nav bê aşkerekirin, diyar kir ku ";ew 3 cih gelekî dûrî sînorê navçeyên di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne û zehmete bergirî li wan bê kirin";. +Hewlêr (Rûdaw)-Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Hewlêrê civiyan. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê civînê ragihand ku civîn ji bo yekalîkirina namzedê YNK ji bo serokomariya Iraqê ye. +Her li gor zaniyariyên Rûdawê, eger YNK û PDKê di civînê de bigihine encamekê, dibe ku pêşniyar bê kirin her pênc aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin û biryara dawî derbarê vê mijarê de bidin. +Polîtbûroya YNKê di civîna xwe ya vê dawiyê de nikarî li ser yek namzedê xwe ji bo serokomariyê li hev bike, lewra 2 namzed pêşniyar kirin ku ew jî Berhem Salih û Fuad Mehsûm in. +Herwiha endamê polîtbûroya YNKê Necmedîn Kerîm jî ragihandiye ku ewê jî xwe ji bo serokomariyê namzed bike. +Biryar e piştî civînê îro, polîtbûroya YNK û PDKê kongreyeke rojnamevaniyê li dar bixin. + +Civîn li avahiya polîtbûroya YNKê li bajarê Hewlêrê berdewam dike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlementera serbixwe ya Amedê, Leyla Zana û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder serdana Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kir. + +Îro, 23.07.2014, Leyla Zana û Sirri Sureya Onder serdana Celal Talebanî li mala wî li navçeya Debaşan li Silêmaniyê kirin. + +Ev nêzîk 19 meh bûn ku Mam Celal li welatê Elmanya dihat dermankirin, piştî ku rastî nexweşiya krîza mejî hat ya ku bi sedema wê roja 17ê kanûna sala 2012an bo nexweşxaneyeke Elmanya hat veguhestin û ji wê demê de li wê de dihat dermankirin û roja 18ê mehê vegeriya Başûrê Kurdistanê. + + + + + + + +Domîz (Rûdaw)- Beşdarbûna jinê di serkirdatiya rêxistanên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên sereke ne ji dema damezirandina tevgera siyasî ve. + +Di nava partiyên siyasî de li Rojavayê Kurdistanê di nava PYD de rola jinê di serkirdatiyê de gelek diyare, piştre PDK-S te ku 4 jin di serkirdaytiya wê de ne û partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (wihdê) du jin di serkirdatiya wê de hene û hin partî hene ku jin di nava serkirdatiya wan de diyar nabin. + +Tevlî baweriya jinan bi wê yekê ku êdî wê hewl bidin vê yekê nava rêxistinên siyasî biguherin lê hê ew guhertin diyar ne bû ye. + +Beşdar bûna jina di nava rêxistinê sivîl û çalakiyên civakî û rewşenberî de diyare û berfihtire ji beşdarbûna jinê di warê siyasî de. + +Çalakiyên cuda li Kampa Domîzê bi rêve diçin ev çalakî yek ji mebest wan bihêz kirina jinê ye di ware siyasî de li gorî rêveberên van çalakiyan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Civîna polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêy yekalîkirina pirsa namzetê YNK ji bo serokomariya Iraqê bidawî hat. + +Îro, 23.07.2014, polîtburoya YNK û polîtburoya PDK li Hewlêrê civiyan û piştî bidawîhatina civînê her yek ji berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextyar û endamê polîtburoya PDK Roj Nûrî Şaweys konfransek rojnamevanî lidarxistin. + +Di komfransê de, Mela Bextiyar derbarê pirsa namzetê serokomariyê de got: ";Me nameztê serokomariyê yekalî nekir û dê du namzetên me bo wî kursî hebin."; + +Polîtbûroya YNK di civîna xwe ya vê dawiyê de nikarî li ser yek namzetê xwe ji bo serokomariyê li hev bike, lewma 2 namzet pêşniyar kirin ku ew jî Berhem Salih û Fuad Mehsûm in. + +Bextiyar da zanîn ku ew, wek YNK û PDK, rêkeftin li ser wê yekê ku fraksiyonên Kurd ên li Parlementiya Iraqê namzetekî Kurd bo kursiyê serokomar yekalî bikin û got: ";Tenê yek namzetê Kurd dê biçe Parlementoya Iraqê."; + +ji bilî her du namzetên polîtburoya YNK bo kursiyê serokomar, endamê polîtburoya partiya navborî Necmedîn Kerîm bêy biryara partiya xwe daxwaza xwenamzet kirinê bo serokatiya Iraqê pêşkêş kir, di vê barê de berpirsê kargêrî yê YNK wiha diyar kir: ";Me bihîst ku Dr. Necmedîn xwe vekişandiye";, lê heta niha Necmedîn Kerîm bi fermî xwenamzet kirina xwe venekişandiye. + +Ji aliyek din ve endamê polîtburoya PDK Roj Nûrî Şaweys da zanîn ku li Bexdayê rêkeftin hatiye kirin li ser hilbijartina namzetekî Kurd bo kursiyê serokomar. + +Mela Bextiyar di vê barê de wiha ragihand: ";Eger namzetê Kurd dernekeve, em dê ji proseya siyasî vekişin."; +Birayê birêz Mam Celal + +Nexweşiya cenabê we ez gelek xembar kiribûm, cara dawî ku min ligel parlementera Amedê Leyla Zana û parlementerê HDP ê Stenbolê Sirri Sureya Onder çavpêkeftin encamda ez agehdarî pêşveçûna rewşa tenduristî ya we yê birêz bûm, hêvîdarim her çi zûtir baş bibin û vegerin nav gelê me. + +Her wek hûn ê birêz agehdarin, bi beşdarbûna hemû dezgehên tevgera me û bi wê hêz û têkoşîna ku ji dîrokê werdigirin me dest bi qonaxeke danûstandinê kiriye, min gelek dixwest ku hûn di van rojan de ligel me bin bo gihiştin bi aşîtiyeke bi rûmet û mayînde hûn yê birêz bi salan di nav hewildaneke bê wêne û berdewam de bûn, her ji ber vê yekê renc û têkoşîna we di vê barê de mezine. + +Ew xebata ku heta niha we yê birêz di navbera me û derdorê de birêve dibir, îro bo navxweya me Kurdan pêwîste, îro dîrok tevgerên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê han dide da ku ji bo paşerojeke azad bo gelê me kar û xebata hevbeş bikin, hêvî û xwesteka min ewe ku ji bo diyarkirina stratejîk û helwesteke hevbeş da Kongreyê Neteweyî yê Kurd her çi zûtir bê girêdan, ji ber ku eger yekîtiya netewa xwe misoger nekin, gelê me dê rûbirûyê êrîşên hovane ên çeteyan bibe. + +Ez gelek spasiya wê xelatê dikim ku di bîranîna mamoste Îbrahî Ehmed de we pêşkêşî min kiribû, ez berdewam girêdayî bîranîna wî dimînim. + +Di dawiyê de carek din xwesteka xwe bo başbûna zûtir ya we yê birêz dikim. + +Bi hêviya bihev gihiştina me di Kurdistana azad de. + +Ligel rêz a min de + +Abdulla Ocalan + +19.07.2014 + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlementoya Kurdistanê proje yasaya referandûm û damezrandina komisyona hilbijartinan pesend kir. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Parlementoya Kurdistanê ragihand ku, di destpêkê de proje yasa ji 19 madeyan pêk dihat, lê li ser daxwaza parlementerê PDK Firset Sofî, madeyek din lê hat zêde kirin ku ew jî derbarê diyarkirina dema damezranidna komisyona hilbijartinan bû, ku pêwîste di çarçoveya 90 rojî de bê pêkanîn. + +Komisyona hilbijartinan dê ji 9 endaman pêk bê û dê li gor rêkeftina aliyên siyasî ew endam werin diyarkirin, herwiha dê ew komisyon serpiriştiya her referandûm û hilbijartinekê li Başûrê Kurdistanê bike. + +Parlementerê PDK Merdan Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Proje yasa bi piraniya dengê parlementeran hat pesend kirin, tevî ku berî lihev kirin di navbera aliyan de li ser vê yekê hatibû kirin, lê ev 2 roj bûn ku gotûbêj li ser di hat kirin û civîna serokên fraksiyonan derbarê hûrgilî û desthilatên komisyonê berdewam bû."; + +Herwiha Merdan Xidir da zanîn ku: ";Girîngiya komisyonê di wê yekê de ye ku êdî çavlirêy komisyona hilbijartinan a Bexdayê nakin heta ku dema hilbijartinên me diyar bikin yan bibêje derfet û dema wan nîne."; + +Derbarê desthilata komisyonê de jî, wî parlemnterê PDK wiha got: ";Di yasayê de navê Herêma Kurdistanênehatiye bikar anîn, lê Kurdistanê Iraqê me bikar aniye de desthilata wê hebe referandûmê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê encam bide."; + + +Piştî biryara jikarxistina hikûmeta Demkî ya opozisyona Sûriyê ji bal Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûriyê ve, şîroveyên cuda derbarê sedemên vê biryarê de tên holê. +Hinek çavdêr û şopîner biryara jikarxistina Hikûmeta Demkî li nakokiyên kesayetî di navbera serokê hikûmetê Ehmet Tohma û serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê Ehmed Asî el-Cerba vedgerînin ji ber ku dema Tohma biryara hilweşandina Encûmena Leşkerî û jikarxistina Serokê Desteya Erkanên Artêşa Azad Ebdilîlah el-Beşîr dabû, serokê Hevpeymaniyê yê wê demê Cerba biryara Tohma betal kiribû û ragihandibû ku ev biryar ne ji desthilata serokê hikûmeta Demkî ne. +Lê li aliyekî din tê gotin ku sedemên jikarxistina hikûmetê siyasî ne û armanca sereke ji vê biryarê kêmkirina bandora komeleya Ixwan Mislmîna di nava hikûmetê de ye. +Tevî ku Desteya Giştî, di daxuyaniyekê de, gotibû armanca jikarxistinê bilindkirina asta karê hikûmetê di xizmeta gelê Sûriyê de ye, lê endamê Hevpeymaniyê Ehmed Remedan ji çapemeniyê re ragihandibû ku biryara jikarxistinê biryareke siyasî ye û ti pêwendiya wê bi edayê hikûmet û wezîrên wê tine ye. +Çavkaniyeke taybet ji nav hikûmeta demkî, ku ne xwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku rêkeftinek di navbera Cerba û Mistefa Sebbax de hebû ku serokatiya Hevpeymaniyê ji rewta Cerba re be û serokatiya hikûmeta demkî ji rewta Sebbax re be û biryara jikarxistinê di çarçoveya vê rêkeftinê de ye û ti pêwendiya wê bi edaya hikûmetê re tine ye. +Derbarê helwesta nûnerên kurd di Hevpeymaniyê de, heman çavkaniyê aşkere kir ku Tohma ji vê helwestê dilgiran e ji ber bi gotina wî wan soz dabû Tohma ku deng ji bo jikarxistina wî nadin, lê di dema dengdanê de li kêlek rewta Cerba deng li dijî Tohma dabûn. +Ji bo piştrastkirina van zanyariyan, Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi endamê sekretariyeta giştî ya Encûmena Niştimanî ya kurd Feysel Yûsif re kir, lê serkirdeyê Encûmenê got ew nikare van zanyariyan piştrast bike yan jî red bike. +Serê sibeha roja sêşema borî, Desteya Giştî bi 66 dengan li hember 35 dengan biryara jikarxistina hikûmeta Demkî, ku ji 12 wezîran ku ji nav wan wezîrê diravî û aborî, Ibrahîm Mîro kurd e, standibû û deriyê xwekandîdkirinê ji bo serokatiya hikûmeta nû ji bo 15 rojan vekiribû û divê di nava mehekê de ji destnîşankirina kandîdê serokatiya wezîran, hikûmeta nû bê damezrandin. + +gilî û gazên li ser rola ENKS li rojavayê kurdistnê tê kirin û hin ji siyaset medar dibînên ku ew bo sedema gelk ji nakokiyan ji koçberî û girtina dergeha +ev zêdetir li 2 sala enks hatiye damezirandên û kar û xebatê li rojava dike û di karîbo gelk serkeftinan di warê siyasî de ji miletê rojavare bînê li gorî wesfa wan +-encomana niştimanî ya kurd li suriyê enks ku di 26 çileya pêşîn sala 20011 hatibo damezrandên ji 11 partiyan pêk dihat û bi dûde hijmar zêdebû ta ku gihaşt 16 partî û ji çend hevrêzan û kesên ser bixwe +rola enks di rojavade taybet bo bi warê siyasî tevî ku di hevpeymana hewlêrê xaleke bi navê komîteya taybet ya leşkerî k uenks divabo şervanan pêşkêş bike ji bo şer lê wan û pyd li hev nekirên +derbarê serkeftinên siyasî faysel yosif endamê sekretariya giştî ya enks dibêje enks karîbo rêveberiya miletê rojava û nonertiya wî kiribaya di mehafilên diwelî +stby 1-- faysel yosif endamê partiya çaksazî +di tîrmeha sala 2012 an de destaya bilin a kurd hatibo damezrandên di navbera enks û encûmana gel a rojavayê kurdistnê bin cavdêriya serokê herêma kurdsitnê mesud berzanî lê ew destê çalak nebo bi hinceta her partîk ya dên bi astengiya li pêşiya karê hev beş derdixe +di çileya pêşîn 2013an de enks derbasî hevpeymaniya opozisyona suriyê bû bi 8 korsiya +û nonertiya kurda di opozisyonê kir û di kongirê cinêvê li gorî birahîm biro ko yek ji şandyên enkd di kongirde got me dikarîbo qediyeta kurdî ber biçav bike ji cîhan re +stby 2-- ebrahîm biro sekretêrê partiya yekîtî +gelek ji siyasetmedar û çalakvan dibînên ku enks bi arkê xwe ranebo beramberî milet ta ku rewşa wî ber bi xweşbonê ve bibên û dibêjin ew bi xwe pirsgirêkek li pêşiya milet +stby 3--nîhad oskan çalakvan +ji dema ku nakokyên siyasî di navbera enks û encûmana gel a rojavayê kurdistan çêbo hijmarek mezên ji hemwelatiyan koçber bon lêwra nîvskar ahmed mosê koçberiyê bi nakokiyan ve girêdi de +stby 4--ahmed mosê nîvskar +di vê dema dawîde çend holdan hatin kirên ji bo li hevhatinê di navbera hero encomana lê ew bê encam derdkeve + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm red kir ku wî daxwaza xwenamzet kirina bo kusriya serokomarê Iraqê vekişandibe. + +Îro, 23.07.2014, berpirsê kargêrî yê polîtburoya YNK Mela Bextiyar di konfransekî rojnamevanî de ragihan ku wan bihîstiye ku Necmedîn Kerîm ji xwenamzet kirin vekişiyaye. + +Lê ofîsa ragihandina Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê de, ku li ser Facebookê hatiye belav kirin dibêje: ";Çend kenaleke medyayî li ser zarê parlemnterekî YNK li Parlementoya Iraqê nûçeya vekişaninda Necmedîn Kerîm belav kirine, lê em bi temamî wê nûçeyê red dikin."; + +Herwiha Dilêr Daremanî, ji ragihandina parêzgarê Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";ParêzgarêKerkûkê Necmedîn Kerîm bi hemû awayekî wan nûçeyan red dike û ji xwenamzet kirina bo postas serokomar venekişiya ye."; + +Îro, Çarşemê, polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser pirsa yekalîkirina namzetê YNK ji bo serokomariya Iraqê civiyan, lê di civînê de ev pirs nehat yekalîkirin û biryar hat dayîn ku fraksiyonên Kurd ên li Bexdayî namzetekî bo serokomariyê diyar bikin. + +Polîtbûroya YNK di civîna xwe ya vê dawiyê de nikarî li ser yek namzetê xwe ji bo serokomariyê li hev bike, lewma 2 namzet pêşniyar kirin ku ew jî Berhem Salih û Fuad Mehsûm in. + +ji bilî her du namzetên polîtburoya YNK bo kursiyê serokomar, endamê polîtburoya partiya navborî Necmedîn Kerîm bêy biryara partiya xwe daxwaza xwenamzet kirinê bo serokatiya Iraqê pêşkêş kir, di vê barê de berpirsê kargêrî yê YNK wiha diyar kir: ";Me bihîst ku Dr. Necmedîn xwe vekişandiye";, lê heta niha Necmedîn Kerîm bi fermî xwenamzet kirina xwe venekişandiye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îşev fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayî bo gotûbêj kirina pirsa yekalîkirina namzetekî Kurd bo kursiya serokomarê Iraqê, bicivin. + +Li gor birayreke polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ku îro çareşemê li Hewlêrê civiyan, yekalîkirina namzetê serokomariyê xiste ser milê fraksiyonên Kurd li Bexdayê, lê piştire fraksiyona YNK biryar da ku vê pirsê di nav xwe de yekalî bikin lê nikarî vê yekê pêk bîne. + +Serokê fraksiyona Yekgrtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlemntoya Iraqê, Musenna Emîn di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê de got: ";Biryare îşev, demjimêr 11, li hotêla Reşîd li Bexdayê fraksiyonên Kurdistanê derbarê yekalîkirina namzetê kursiya serokomarê Iraqê bicivin û di navbera Berhem Salih û Fûad Mehsûm de tenê yek namzetî hilbijarên."; + +Îro, 23yê Tîrmehê, civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû bo mebesta hilbijartina serokomarê Iraqê, lê piştî çend deqeyekê û bi piraniya dengan civîn hat paşxistin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, 103 kesan xwe bo kursiyê serokomar namzet kirine lê piraniya wan xwe bo sedemên cûda vekişandin û tenê 258 namzet niha mayîne. + + +Çolemêrg (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, Hevserokê DTK Aysel Tugluk û siyasetmedarê kurd Osman Baydemir ji bo çareserkirina bûyeren dawî li Colemêrgê ne. +Osman Baydemir îro di Şaredariya Colemêrgê de li ser rewşê ragihand ku nakokiyên di nav eşîretan de divê demek kurt de çareser bibe. +Baydemir li ser çeka li bûyere de hati teqandin de nêrinen xwe ani ziman û wiha got: +";Em wek şandek û saziyen sîvil me tespît kiriye ew çeka li bûyere de hatiye teqandin ya dewlete bi xwe ye. Herwiha em êşeke din ji sîstema cerdewaniye dikeşin."; +Baydemir bal kişand li ser cidiyeta bûyerê û got ";Gerek em vê neyaretî ji bajêr rakin."; +Îsal 18ê Tîrmehe gengeşiya du ciwan bû sedema şerê du êşirên Çolemêrgê ye Pinyanişî û Ertoşi ya. Di bûyeran de yek kes hate kuştin û 6 kes jî birindarbûn. +Li Çolemêrgê dewletê biryara rewşa awarte dar xistibû û derketina derve ji xelkê re hatibû qedexekirin + +Bexda (Rûdaw)- Civîna fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê bo mebesta yekalîkirina pirsa namzetê kursiya serokomarê Iraqê, destpêkir. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê ragihand ku, civîna fraksiyonên Kurdistanî li hotêla Reşîd li Bexdayê destpêkir. + +Biryare di vê civînê de namzetê serokomariyê di navbera her yek endamên polîtburoya YNK de Berhem Salih û Fûad Mehsûm bê yekalîkirin. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, derfeta Berhem Salih zêdetire ku bibe take namzetê Kurd bo serokomariya Iraqê. +Bexda (Rûdaw)-Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Mehsûm wek namzetê Kurdan bo kursiyê serokatiya Iraqê diyarkirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê ragihand ku, di civîna fraksiyonên Kurdistanî ku li hotêla Reşîd li Bexdayê birêve çû aliyên Kurdistanî bo diyarkirina namzetekî bo kursiyê serokomariya Iraqê navê her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm xistin dengdanê de. +Parlementerêa PDK, Necîba Necîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de 55 parlementer beşdar bûn bo diyarkirina namzetekî di navbera Fûad Mehsûm û Berhem Salih bo serokatiya Iraqê. +Li gor ku Necîba Necîb ragihandî, piştî veqetandina dengan Fûad Mehsûm bi piraniya 30 dengî bo namzetê Kurdan bo Kursiyê serokatiya Iraqê, herwiha Berhem Salih 22 deng bidest xistin û 2 dengên vala jî hebûn. +Fûad Mehsûm kî ye? +Di sala 1938an de li bajarê Koye li Başûrê Kurdistan jidayik bû. +Sala 1958an diçe Qahîre û li zanîngeha Ezher dest bi xwendina zanistên Islamî dike. +Heya temenê wî dibe 18 sal li dibistanên olî li Kurdistan dixwîne. +Sala 1964an dibe endamê Partî Dîmokratî Kurdistan. +Sala 1968an li zanîngeha Besra dibe mamoste. +Sala 1973an li Qahîre dibe nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistan. +Sala 1976an dibe yek ji damezrênerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan. +Heya sala 1992an sikirtêrê giştî ê Yekîtiya Şoreşgeran bû. +Sala 1992an dibe serokê yekemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistan. +Sala 2004an piştî herifandina rejîma Seddam dibe yekemîn serokê Perlemanê demkî yê Iraq. +Ji sala 2005an ve endamê Perlemanê Iraq e. +Ji bo du geran serokê firakisyona Hevpeymana Kurdistanî bû di Perlemanê Iraq de. +Li gel Rûnak Ebdilwahid zewicî û 5 keçên wî hene. +Mam Celal hertim ew wek yek ji herî serkirdeyên rewşenbîr di nav Yekîtî de dîtiye û gelek caran pişta xwe bi wî girê daye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Celewla ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi temamî hat kontrol kirin û çekdarên DAÎŞ jê hatin derkirin. + +Piştî zêdetir ji yek mehê ku çend taxên bajarokê Celewla di bin kontrola çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de bûn, Hêzên Pêşmerge karîn wan taxan ji bin destê çekdaran derxe û wî bajarokî bi temamî kontrol bike. + +Şeva borî, li her du taxên Wihde û Tecnîd şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û heta 7 demjimêran ew şer berdewam bû. + +Bi sedema wî şerî, nêzîk 6 Pêşmerge birîndar bû û pêşmergeyekî din jî şehîd ket. + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Gitşî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon îro digihe Herêma Kurdistanê. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, dê îro, pêncşemê, Ban Ki-moon bigihe Hewlêrê û serdana koçberên mesîhî li Herêma Kurdistanê bike. + +Bi sedema girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAÎŞê di destpêka meha borî de, bi 10an hezar hemwelatiyên mesîhî ji bajarê Mûsilê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûne. + +Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Ban Kî-Moon dê serdana Bexdayê jî bike û bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Parlamentoyê û hinek rayedarên din iraqî re rûnê. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, di hevdîtina Kî-Moon û rayedarên Bexdayê de dê li ser pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa mesîhiyên Mûsilê werin gotûbêjkirin. + +Herî dawî Sekreterê Giştî yê NY roja 13ê Çileya îsal serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û namzedê kursiyê serokomariya Iraqê Necmedîn Kerîm biryara xwe ya dawî li ser namzediya xwe dide. + +Necmedîn Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, îro, 24 Tîrmehê, demjimêr 11ê berî nîvro dê kongreyekî rojnamevanî lidar bixe û tê de biryara xwe ya dawî li sre pirsa xwenamzed kirin bide. + +Duh, çarşemê, danê êvarî fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Mehsûm wek namzedê Kurdan bo kursiyê serokatiya Iraqê diyarkirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm namzediya xwe bo kursiya serokomariya Iraqê vekişand. + +Di kongreyekî rojnamevanî yê hevbeş de li gel namzedê Kurdan bo kursiya serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm de, Necmedîn Kerîm ragihand ku ew ji namzediyê vekişiya. + +Ji aliyê xwe Fûad Mehsûm sipasiya Necmedîn Kerîm li ser biryara vekişandinê kir û got: ";Necmedîn Kerîm vedigere Kerkûkê û wek parêzgarê wê parêzgehê berdewam dibe."; + +Hevdem Necmedî Kerîm piştgiriya xwe bo Fûad Mehsûm ragihand. + +Herwiha parêzgarê Kerkûkê daxwaz ji fraksiyonên Kurdistanî kir ku bila di rêya serokomariyê de piştgiriya Fûad Meshûm bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)-li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê du otombîlên bombekirî teqiyan. + +Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku du otomobîlên bombekirî her yek ji xwaringeha el-Hemra li navenda bazara bajarê Hesekê û Baregeha Partiya Bais li bajêr kirine armanc. +Li gor zaniyariyên Nûçegihanê Rûdawê, îro pêncşemê, derdora sat 12ê nîvro otomobîleke bombekirî xwaringeha el-Hemra li navenda bajêr kiriye armanc. +Her li gor zaniyaiyên nûçegihanê Rûdawê, otomobîleke din a bombekirî baregeha Partiya Bais a desthilatdar li bajêr, di heman demê de kiriye armanc. +Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku her du cihên teqînê bi tundî hatine dorpêçkirin û heta niha ti amar derbarê qurbaniyan de tune ne. +Nûçegihanê Rûdawê herwiha diyar kir ku ji tirsa ku otomobîlin din ên bombekirî hebin, tevgera çûnûhatinê li bajêr hatiye qedexekirin. +Dîlok (Rûdaw)– Li bajarê Dîlokê (Antep) yê Bakûrê Kurdistanê, du wesayît li hev qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. +Li gorî Ajansa Anadoluyê, duhî şev li Dîlokê otomobîla ku ji bo sersaxiyê ji Rihayê (Urfa) diçû navçeya Arabanê ya Dîlokê û kamyonek li hev qelibîn; di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. +Di qezayê de şofêrê otomobîlê, jina wî Fatma û zarokên wî Duygu û Zilha Çiplak li cihê qezayê mirin. Suleyman û jina wî Zilha Çiplak û neviyê wan Hasan Çiplak jî birîndar bûn. +Birîndar rakirin nexweşxaneyê û şofêrê kamyonê jî hat girtin. + +Ormiye (Rûdaw) – Tê gotin, eger Gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê zuha bibe dê nêzîkî 6 milyon gundî neçar bibin ji gundên xwe bar bikin. + +Ava Gola Ormiyê roj bi roj kêmtir dibe û ne tenê jiyana bi sedan cure giyanewer di metirsiyê de lê jiyana bi milyonan mirov jî li ber rehma Xwedê maye. + +Parêzgarê Ormiyê Qurbanelî Seadet ragihand, eger ava gola Ormiyê zuha bibe pirraniya gundên derdora golê ku bi giştî 6 milyon kes in dê ji gundên xwe bar bikin. + +Qurbanelî Seadet da zanîn ku hikûmet mijûlî danîna pilaneke mukim ji bona rizgarkirina golê ye û got, helbet di vir de erka herî giran dikeve ser milê karmendên parastina jîngehê. + +Heta niha gellek rayedarên Îranê soza rizgarkirina Gola Ormiyê dane. Herî dawî Serokomar Hesen Rûhanî di xebatên xwe yên hilbijartinê de soz da, dema bibe serokomar yekemîn karê ku bide pêşiya dê Gola Ormiyê be lê heta niha deng ji Rûhanî derneketiye. + +Li gorî lêkolînên herî dawî, rêjeya xoya gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du caran ji rêjeya normal a xoya golê zêdetir bûye û di her lîtrek ava golê de nîv kîlo xoy heye. + +Hewlêr (Rûdaw)-Çekdarên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya li ser riya sereke ya bajarê Hesekê û Qamişlo kontrol kirin. +Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya derdor 10 kîlometroyan li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê kontrol kirin. +Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, di encama kontrolkirina gundê Sifeya de, her du riyên Hesekê bi bajarê Qamişlo û Amûdê re hatine qutkirin. +Bajarê Hesekê ku navenda parêzgehê ye di jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, lê li hin taxên ku akinciyên wan kurd in, rêbendên hêzên yekîneyên Parastina Gel YPGê û Asayişê jî hene. +Ji destpêka vê hefteyê ve, Çekdarên DAÎŞê êrîşên xwe li dijî çend deverên Herêma Cezîrê li başûrê Qamişlo û Tirbespiyê û li derdora SerêKaniyê jî berfireh kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)-Îro, roja pêncşemê, derdora saet 8ê sibehê, teqînek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat. +Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro derdora saet 8ê sibehê bombeke çandî li kolana sereke ya Taxa Tey li başûrê bajarê Qamişlo teqiya. +Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, teqînê otomobîleke dezgeha ewlekariya serbazî ya hikûmeta Sûriyê kiriye armanc. +Her li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê di encama teqînê de kesek birîndar bûye lê ti kes nehatiye kuştin. +Di 06/12/2013an de, navenda çekdarên artêşa Niştimanî, bi serkêşiyas Mihemed el-Faris ser bi rejîma Sûriyê ve, li heman taxê bibû armanca teqînekê û di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndarkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê gundê Çiluxlî li rojavayê Kobanî kontrol kirin. +Rewangihê diyar kir ku piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPGê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ de, şervanên YPGê gundê navborî ji jêr destê DAIŞê derxistin. +Derbarê zer û ziyanên giyanî yên şer û pevçûnan de, Rewangiha Mafên Mirovan ti amar ne dan. +Ev nêzîka mehegê ye ku gundên rojavayê Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ tên. +Di encama van êrîşên DAIŞê de, çend gundên kurd ên li rojavayê Herêma Kobanî ketibûn jêr kontrola Rêxistina tundrew de. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevdîtina digel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon de ragihand, çi ji destê wan dê alîkariya Iraqiyan bikin lê ";êdî em nikarin li benda paşerojeke tarî bin";. + +Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon îro serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûnişt. + +Barznî û Ban Kî-Moon piştî civînê derketin pêşberî rojnamevanan. + +Barzanî di civîna rojnamevaniyê de ragihand ku ev cara duyemîn e ku Kî-Moon îsal serdana Herêma Kurdistanê dike û got, helbet ev serdan derfetên baş in ji bona gotûbêjkirina rewşa deverê û guhertinên ku çêbûne. + +Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civîna digel Sekreterê Giştî yê NY de gotiye, çi ji destê me were emê ji birayên Iraqî re bikin lê emê li ser destnîşankirina qedera xwe rijd bin ji ber ku êdî kurd nikarin li benda paşerojeke tarî bin. + +Ban Kî-Moon jî diyar kir, civîna wî bi Barzanî re civînek baş bûye û dilgiraniya xwe li hember rewşa Iraqê nîşan da û got, rêxistina DAIŞê qanûnên navdewletî binpê kiriye lê Pêşmerge bi awayekî wêrek hemû kêmîne parastine. + +Li ser hilbijartina serokomarê Iraqê jî Kî-Moon got, ez pîrozbahiyê li Dr. Fuad Mehsûm dikim ku bû serokomarê Iraqê û NY piştgiriya serokomariya Iraqê dike. + +Sekreterê Giştî yê NY li ser rewşa penaberan jî got, Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê gellek zehmet ji penaberan re kişandine. + +Ban Kî-Moon di çarçoveya gerra xwe ya Rojhilata Navîn de, îro çû Bexdayê û bi Serokwezîr Nûrî Malikî re civiya, paşê bi mezinê şîeyan Elî Sîstan re rûnişt. + +Kî-Moon ji Bexdayê jî serdana Hewlêrê kir. + + +Enqere (Rûdaw)–Siyesatmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Yaşar Kaya ragihand ku ewê di hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de piştgiriya Selahedîn Demîrtaş bike. + + +Yaşar Kaya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ";Di hilbijartinên serokomariya borî de min nivîsandîbû 'Divê kurd namzedê xwe yê serokomariyê diyar bikin. Çimkî wê demê dê bê diyarkirin ka çiqas dengên kurdan heye’ ji bo vê namzediya Selahedîn Demîrtaş baş e."; + +Kaya anî ziman, divê mirov dengê xwe bide Demîrtaş û diyar kir ew bi xwe jî dê dengê xwe bide Demîrtaş paşê jî wiha got: + +";Demîrtaş dengekî nû ye û firsendeke girîng e. Hemû caran firsendên wisa nayên pêşiya mirov, gereg ev derfet bê nirxandin. Siyasetmedarekî kurd bi nasnameya xwe bibe namzedê serokomeriyê hem ji aliyê kurdan ve hem jî ji aliyê Tirkiyê ve gellekî girîng e."; + +Yaşar Kaya daxuyand ku ew bi çavê misoger dibîne ku Recep Tayyip Erdogan dê bibe serokomarê Tirkiyê û got, ";Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome divê Erdogan biser bikeve. Jixwe bêhevrik e. Hema hema diyar e ewê aştiyê pêk bîne."; + +Mîroglu: Piştî cejnê ezê dengê xwe kifş bikim + +Nivîskar Orhan Mîroglu jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ewê paşê diyar bike dengê xwe bide kîjan namzedî. Mîroglu li ser mijara piştgiriya damezrênerê AK Partiyê Dengîr Mîr Mehmet Firat ya li Dermirtaş re jî wiha got: + +";Ti pirsgirêk di daxuyaniyên Dengîr Mîr Firat de nîne. Ji beriya çend rojan Namik Sakik jî bi cesaretek mezin daxuyandibû ewê ji ber ku Erdogan xwîna dihat rijandin, sekinandiye dê dengê xwe bide Erdogan. Li gorî min dengê cuda ji kurdan derbikeve baş e. Siyaseta ku li ser nijad bê kirin qet tiştekî rast nîne. Piştgiriya Namik Sakik ya li hember Erdogan çiqasî normal be ewqas jî dengdana Dengîr Mîr Mehmet Firat ya Dermîrtaş jî normal e."; + +Celewla (Rûdaw) – Li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, ji şeva borî ve li bajarokê Celewlayê bi taybet li taxên Wehde û Tecnîdê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên pêşmerge de derketiye. + +Li gorî agahiyan, heta niha 8 pêşmerge di wî şerî de şehêd bûne û 19 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Her wiha hat zanîn, ew tax û deverên Celewlayê yên ketibûn destê pêşmergeyan dîsa ketin destê DAIŞê. + +Ti agahiyek li ser kuştiyên DAIŞê nehatiye ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe ji bo qanûna bi navê ";Pakêta Çareseriyê"; ya ku vê dawiyê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatibû derxistin, nîşan da û ragihand, ew piştevaniya gavên wêrek ên Erdogan dikin. + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, piştgiriya xwe li hember qanûna bi nave ";Nehîştina Terorê û Bihêzkirina Tevlêbûna Civakî"; ku wek ";Pakêta Çareseriyê"; jî tê binavkirin, ragihand. + +Serokwezîr Barzanî anî ziman ku hewl û xebatên Tirkiyê ji bona dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li wî welatî mirov dilxweş dike û got, em hêvîdar in ev gavên han bibin havêna pêşveçûneke zêdetir ji hemû gelên Tirkiyê re. + +Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya qanûna nû ya hikûmet û parlamentoya Tirkiyê kir û ragihand, ev qanûn ku bi pêşniyar û piştevaniya AKP û bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hatiye derxistin gaveke pir girîng ji bo dabînkirina aştiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd e ji ber ku vê qanûnê gotûbêj û hewlên çareseriyê xist nav çarçoveyeke siyasî-qanûnî. + +Di dawiyê de Barzanî diyar kir ku ew piştevaniya hewlên wêrek ên Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ên ji bo çareseriya aştiyane û got, em hêvîdar in ev qanûn bibe derfetek baş ji bo pêkhatina aştiya civakî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokweîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Fûad Meshûm kir, bi boneya hilbijartina wî bo kursiyê sreokomariya Iraqê û daxwaz jê kir ku hemû hewlên xwe bike bo rêgirtin li binpêkirina destûr û yasayên Iraqê. + +Di peyamekê de ku duh, 24.07.2014 danê êvarî, li ser malpera fermî ya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Fûad Mehsûm kir bo hilbijartina wî wek heştemîn serokomarê Iraqê û hêviya serkeftinê di kar de jê re xwest. + +Nêçîrvan Barzanî amaje bi ezmûna dirêj a Fûad Mehsûm di warê siyaset, rêvebirin û hikumraniyê de li Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvî jê xwest ku: ";Bi awayekî temam bikarin destûra Iraqê biparêzin û hemû wan binpêkirinan rast bikin ku beramberî destûrê hatine kirin."; + +Hewiha Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ji encama binpêkirina destûra Iraqê: ";Lihevkirina siyasî û proseya siyasî di navbera alî û pêkhatên Iraqê têk de û bi wê yekê aloziyek temam li Iraqê pêk hat û jiyana sedan hezar malbat li Iraqê têk çû û rê li pêş grûpên radîkal xweş kir da cihê xwe li Iraqê bigrin."; + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî ji serokomarê nû yê Iraqê kir ku bikare ";Mafê hemû gelên Iraqê biparêze û ew jî biparastina destûra Iraqê pêk tê, herwiha demlidest wan hemû binpêkirinan nehêle ku hember gelê Kurdistanê hatine encamdan, bi taybetî ew binpêkirinên ku îsal derheq gelê Kurdistanê hatine kirin."; + +Duh, 24ê Tîrmehê, dengdan li ser hilbijartina serokomarê Iraqê da ku di encam de û di gera duyem ji dengdanê de, namzedê Kurdan Fûad Mehsûn bi piraniya 211 dengan bû heştemîn serokomarê Iraq û duyemîn kesayetiya Kurd di vî kursiyî de, piştî Celal Talebanî. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, yasaya lêborîna giştî ji aliyê encûmena yasadananê ve hat pesendkirin, lê nediyare bê ew lêborîn girtiyên siyasî jî li nav xwe digire yan ne. + +Encûmena Yasadananê ya Kantona Cizîrê li ser rûpela xwe Facebookê nivîsandiye ku civîna duh, 24ê tîrmehê, ya encûmenê de, yasaya lêborîna giştî ya ku ji aliyê hevserokên kantonê hatibû pêşniyarkirin, pesend kir. + +Li gor wê yasayê, her girtiyekî ku tevlî karên terorên nebûbe, jin nekuştibe, bazirganî bi madeyên hişbir nekiribe, şûnwar û û pereyên dewletê nedizîbe, dê serbest were berdan. + +Lê hîn nediyare bê ew kesên ji ber sedemên siyasî li Cizîrê hatine girtin, dê li gor wê yasayê bên berdan yan na. + +Hinek partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dibêjin, çend endam û serkirdeyên wan ev çend mehin li cem asayişê girtî ne û heta niha nehatine azadkirin. + + +Hewler (Rudaw)-Li bajarê Amedê, bi sedan xwepêşandar, bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê derdikevin meydanê. + +Xwepêşandan dê îro li pêş mizgefta Ulu Camiyê destpêbike û li vir daxuyaniyek werê xwendin. + +Muhittin Batmanlı, ku yek ji rêxerên xwepêşandanê ye ji Tora Medyayi ya Rûdawê re got: "Xwepêşandan bi ala Kurdistanê tê encamdan û çavlirê ye ku hejmareke zede ji şêniyên bajarê Amedê û Bakurê Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bibin." + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayı ya Rûdawê daxuyaniya ku di xwepêşandanê de bê xwendin, dê bal bikişîne ser du xalan. Xala yekem piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye. Xala duyem ji li ser şermezarkirina kiriyarên rêxitsina DAÎŞê ye. + +Herwiha Batmanlı da zanin ku: "Hejmarek zêde ji rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi hevbeşî ev xwepêşandan li dar xistine. Tenê Partiya Herêmên Demokratik (BDP) ne beşdar e." + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê desteya bergiriyê ya kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku kesên tevlî xizmeta leşkerî ya neçar bibin wê xizmeta wan li navçeyên wan be. + +Ebdulkerîm Sarûxan di hevdîtinekê de ligel şaredariya bajarê Qamişlo got, ew kesên ku dê tevlî leşkeriya neçar bibin, wê 6 mehan xizmeta leşkerî li navçeya xwe bike. + +Serokê desteya bergiriyê ya ku di destpêka vê salê de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hat ragihandin, bal kişand ku ewê kampên perwerdeya leşkerî ji bo xizmeta leşkeriyê ava bikin. + +Sarûxan herwiha got, armanca sereke ji yasaya leşkeriya neçar ewe ku ew kesên tevlî xizmetê dibin bikaribin bergiriyê li xwe bikin. + +Li gor yasaya leşkeriya neçar li Cizîrê, ji her malbatekê wê kurekî xwe yê ku temenê wî di navbera 18 heta 30 salan de be, 6 mehan leşkeriya neçar bike. + +Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çend partî û rêxisitnan pêk tê, ev yasay red kiribû. +Colemêrg (Rûdaw)-Li Colemêrgê nêzikî hefteyekî berê çend ciwanên ji eşîrên Ertoşî û Pinyanişiyan şer kiribûn û ev şer di navberaeşîran de bûbû sedema dijberî û pevçûnê. +Şandeya PDK'ê jî bo lihevanîna herdû eşîran ku çend rojin di nav bera wan de pevçûn hene hin hevdîtinan pêkanîn. Eşîran diyar kirin ku ew ê pevçûnên di nav xwe de çareser bikin û aşitiya xwe pêk bînin. + +Şandeya PDK'ê ku ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo lihevanîna eşîrên Ertoşî û Pinyanişiyan liColemergê pêk hatibû, ketin di nav hevdîtin û hewldanan. + +Şandeya PDK'ê serdanaSerokeşîra Pinyanişiyan Orhan Macit Begê Çelê kirin, ji bo lihevanîna eşîran daxwazaaşitiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji eşîran re ragihandibû. Eşîr diyar kirin ku banga aşitiyê ya SerokêHerêma Kurdistanê ji bo wan cihê serbilindiyê ye û ew jî jixwe naxwazin şerê birakûjiyê bikin û dê lihevwerin. + +Di vê barê de Serokeşîra Pinyanişiyan, Macid Begê Çelê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ''Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo me emir e. Em daxwaza aşitiyê yê Cenabê Serok wekî emir dbînin.Hewldanên hevalên BDP'ê jî ji bo me qedirgiran e. Em birayê hevin. Divê em dijîtiya hev nekin.'' +Di hevdîtinan de Şandeya PDK'ê jî biryara eşîran kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin biryara aşitiyê eşîran helwestekekurdewarî û mirovperweri ye. +ji aliyê xwe, Endamê Meclîsa PDK'ê Serbest Lezgîn ragihand ku: ''Ev biryara we ya aşitiyê ku hûn rêz ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re digirin û naxwazin şer çêbe ûxwîn birije bi rastî jî gelek girîng û watedar e. Em ji vê biryara we gelek kêfxweş in.'' + +Eşîra Ertoşiyan jî naxwazin di nav xelkê Colemêrgê û kurdan de dijberî derkeve û pevçûn çêbe. + +Eşîr dan zanîn ku ew ne aligîrê şerin divê ev bûyera dilsar ji holê rabê û xelkê Colemêrgê yêkrêziya xwe nîşan bide. +Endamê Eşîra Ertoşiyan û Parlementerê AKP'ê li Colemergê yê Berê, Abdulmuttalîp Ozbek ragihand ku: ''Divê herkes ji bo aşitiyê bixebite. Ji ber ku em hemû kurd û misilman in. Divê ti kes dijminahiya hev neke. Em ê jîtevbigerin ku ev pirsgirêk bi zûtirîn çareser bibe.'' + +Li gorî hin kesên ji xelkê Colemergê ev pevçûnên henê provokasyona dewletê ye. Lê li gorî hin kesan jî bûyereke ji rêzê bûlê mezin bû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serdana serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê, Nûrî Malikî bo Sekreterê Gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li Debaşan li Silêmaniyê hat paşxistin. + +Duh, 25ê tîrmehê, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin. + +Lê endama serkirdatiya YNK û endama malbata mam Celal, Ala Talebanî ji Rûdawê re aşkere kir ku: ";Em hatin agehdarkirin ku serdana îro ya Malikî bo mam Celal hat paşxistin."; + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji dema ku mam Celal vegeriyaye rojane gelek xelk serdana wî dikin, vê yekê wiha kir ku pizîşkên wî daxwaza bênvedaneke kurt jê re bikin, lê Ala Talebanî ev yek ji Rûdawê re piştrast nekir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) her 4 Pêşmergeyên dîl girtî, şehîd kirin. + +Zaniyarî hene ku ew Pêşmerge berî niha ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn dîlgirtin, lê heta niha ev yek nehatiye piştrast kirin, ku ew her 4 Pêşmergeyên şehîd ketin ew in ên ku hatine dîl girtin yan na. + +Rûdawê zaniyariyên zêdetir belav dike.. + +Hewlêr (Rûdaw)- 5 Pêşmergeyên ser bi fermandeya Spîlk ketin kemîneke çekdarên DAÎŞê de û li gor zaniyariyên destpêkê her 5 Pêşmerge hatin şehîd kirin, lê çavkaniyekê ji fermandeya Spîlk şehîdbûna yek Pêşmerge piştrast kir. + +Îro, 25ê Tîrmehê, 5 Pêşmergeyên hêza fermandeya Spîlk bi mebesta guhertina cihên xwe, bi otombîla xwe ya taybet ber bi bajarokê Rebîe ve bi rêketin û bi şaşî ketin nav kemîneke DAÎŞ de. + +Rûdaw ji çavkaniyekê di nava lîwaya 8 a fermandeya Spîlk zaniye ku ew her 5 Pêşmerge ketine kemîneke çekdarên DAÎŞ û hatin şehîd kirin. + +Lê milazim Mihemed Emîn Mihemed ji fermandeya Spîlk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: ";Em dizanin ku yek ji wan Pêşmergeyan şehîd bûye, lê heta niha em nizanin her 4 Pêşmergeyên din hatin şehîd kirin yan jî li cem DAÎŞ girtîne."; + + +د هەیاما دوو مەهێن دەربازبوویدە چەکدارێن دەولەتا ئیسلامی یا بەرنیاس ب دائش دەست بسەر چوار زەڤیێن پەترولێ یێن بچووک گرتن، نەجمە و گەیارە دکەڤن نێزی موسڵ و ئەجیل و هێمرین نێزی تکریتێ، کو نێزی ٨٠ بیرێن پەترولێ لخوە دگرە، ب گوتنا بەرپرسەکێ کورد ژی، داهاتا وان زەڤێن پەترولێ نها ب چاڤکانیا گرنگ یا دارایی تێ هەژمارتن ژ بۆ دائشێ. +لگور رایەدارێن ئیراقی، دائش پەترولا زەڤیا گیارە ژ بۆ پارزینگەهێن سووریێ دشینە و ل ور دکە بەنزین و گازوایل و ژ بۆ فرۆتنێ ڤەدگەڕینە پارێزگەها موسڵ کو هەژمارا رۆنشتڤانێن وێ دگەهە دوو ملیۆن کەسان. +قەبارەیەکا مازن ژ پەترولا زەڤیا نەجمە ژی ژ بازرگانێن تورکەڕە فرۆتنە ب بهایا کێمتر ژ ٢٥ دۆلاران ژ بۆ هەر بەرمیلەک. +هیشام بریفکانی سەرۆکێ دەستەیا ئەنەرژیێ ل جڤاتا پارێزگەها موسڵ ب ئاژانسان ڕە راگهاند، لگور ڕاپۆرێن بەر دەست مە پشت ڕاستکریە کو دائش پەترولا موسڵ ژ بۆ سووریێ دشینە و ب بازرگانی کرنا وێ یا نە یاسایی دەما ڤەدگەڕینا و ل موسڵ دفرۆشە دائش ب دەهان ملیۆن دۆلاران قازانج دکە +د نهاژی دە ل بەنزینخانەیێن موسڵ ئەو سووتەمەنیا دفرۆشن یا ژباڵ بازرگانێن نزیک ژ دائشێ ژ وان ڕە تێ دەستەبەرکرن، بهایا یەک لیتر بەنزین دناڤبەرا یەک دۆلار هەیا دۆلار و نیڤان دفرۆشە، ئەو بها ژی هەڤبەر دگەل دەما بەریا کۆنترۆلکرنا موسڵ ژ باڵ دائشێ ڤە بلندبوونەکا بەرچاڤ بخوە تۆمارکریە. +زەڤیا نەجمە و گەیار یا پەترولێ کو دکەڤن نێزی موسڵێ، هەیا ساڵا دەربازبووی ژ باڵ کۆمپانیا سۆنان گۆل یا حکومەتا ئەنگۆلایێ دهات سەرپەرشتی کرن، لێ ژ بەر نەبوونا ئەولەهی و ترسا گرووپێن چەکدار خوە ژ وان زەڤیان ڤەکێشا. +یەدەکا زەڤیا گەیارە یا پەترولێ ل موسڵ ٨٠٠ ملیۆن بەرمیل دکن، بەریا هێرشێن دائشێ رۆژانە ٧٠٠ بەرمیلێن پەترولێن بەرهەم ئانینە، نها ژبەر کو دائشێ سۆز ب کارمەندێن وێ دایە کو گیانێ وان دپارێزە ئەو بەردەوامن ل سەر کارێن خوە، لێ کارمەندێن پارزینگەها گەیارە، کو رۆژانە ١٦ هەزار بەرمیلان بەرهەم تینە، جهێن خوە هێلانە و پاریزنگەهـ ژ کار دکەڤە. +ژ بلی زەڤیێن پەترولێ یێن موسڵ دائشێ دەست بسەر دوو زەڤیێن ترکریتێ ژی گرتنە، ئەجیل یەکە ژ وان کو بەریا نها د رۆژەکێ دە ٢٥ هەزار بەرمیلێن پەترولێ بەرهەم ئانینە، و هەروسا رۆژانە ١٥٠ ملیۆن پێ سێ جا ژ گاز ژ بۆ وێستگەها کارەبا کەرکووکێ دشاند. +نها ژی هەمان رێژەیا گازێ ژ بۆ وێستگەها هان ژ باڵ دائشێ تێ شاندن ژ بەرکو کارەبا زۆر باژاڕ و باژاڕکێن بن دەستهەڵاتا چەکدارێن ئیسلامی دەستەبەر دکە. +زەڤیەکا دن یا نزیک تکریتێ و نها دائش کۆنترۆل دکە هەمرینە، کو رۆژانە ٥ هەیا ٦ هەزار بەرمیلێن پەترولێ بەرهەم تینە، و بەریا نها ژ بۆ باشوورێ کوردستان و ئێرانێ دهات شاندن، لێ ئەو ڕێ ژ رۆژا ١٢ ڤێ مەهێ هاتیە گرتن. +لگور چاڤکانیێن چاپەمەنیێ، چاڤکانیەکا دن یا داهات ژ بۆ دەولەت ئیسلامی باج وەرگرتنە ژ بار هەلگرتنا، کو ئاڵاڤ و پێوسیتیان دبن ناڤ موسڵ ناڤچەیا بن دەستهەلاتا وان، خوەدیێ بارهەلگرا مازن دڤێ ٤٠٠ دۆلاران وەک باج بدە و بارهەلگرێن بچووک ژی دڤێ ٥٠ هەیا ١٠٠ دۆلاران بدن. + + +rojiya herî zehmet ku li ser rojavayê kurdistnê tê rojiya îsal ji dirêjbona rojê ku nêzî 17 sata didomîne lê ew hesanbaya ku rewş ne rwşa anha baya ji germa havînî û birîna avê û kehrebê û nebona aveke cemidî yê rojîgirser bifitre û bihabona nerxê kel û pelên xwarnê +stby 1-- yosif ahmed nivskar +navê rojiyê bi navê remedan kerîm tê neskirên ku xelk di heyva remedanê de kerî û firotn zêde ti dikên dibe û bi taybet kerîna şêranî +stby 2-- hesen alî xwedanê dikanê şêranî +hec emîn ojê ku yek ji kesên ti car rojiya xwe bernedaye gilî û gazinan li ser karê hemwelatiyên ku rojî nedigirtên û di bêje ti hirmet ji mere nedgirtên +stby 3-- hac emîn ucê hemwelatî +gelek ji hemwelatiyan rojî nedigirtên ji ber ku ew mijolbon bi peyda kirna peywîstiyên û zarokê xwe di vê rewşa aborî ya xerab û germ û nebona kehrebê û dirêjaya rojê + +Hewlêr (Rûdaw)- Ev wêneyên ku roja 23yê tîrmehê hatine kişanind, dîmenenên gundê Deryasor li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ne. ew gund dikeve parêzgeha Hewlêrê de û ser bi bajarokê Sîdekan û bajarokê Soran ve ye. + +Piştî danîna nîşana sînorên navdewletî di navbera Iraq û Tirkiyê de, nîvê wî gundî kete Bakur (Tirkiyê) û nîvê din ket Başûrê Kurdistanê (Iraq). + +Ew gund binkeyeke sereke ya serkirdtaiya demkî a Partiya Demokrata Kurdistanê bû piştî destpêkirina şoreşa sala 1976an, heta hilweşana wê di sala 1978an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve. Heta niha nehatiya avakirin, ti riya otombîlan jî tê de nîne, ji bilî rêyeke xirab û dijwar ku otombîlên bilind bi zehmetiyeke zêde dikarin bigihin gundên Bestêna û Şaneşa yên hevsînorî. + +Xelkê Bakur û Başûr rojane di wî sînorî re derbasî cem hev dibin, bazirganiyeke nîv veşartî û berdewam jî li wê navçeyê heye, ku hinek car xelk bi otombîlên bilind li ser rûbara, ku bi rûbara Gerdiyan tê binavkirin, derbas dibin. + +Hemû tiştek hevbeşe ";di navbera du dewlet de";. Yek malbat bû du beş, heta goristanên wan jî hevbeş in. + +Şêniyên wê navçeyê ser bi eîşreta Gerdî ve ne, ku hevsînorin ligel her sê eşîretên Mizurî, Şêrwanî û Biradostî. + +Meha borî, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê rêkeftinek îmze kirin bo vekirina deriyekî sînorî ku ji aliyê Başûr (Iraq) dikeve gundê Zêt û ji aliyê Bakur (Tirkiyê) jî dikeve gundê Rizê. + + + + + + + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Fûad Mehsûm kir. + +Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir ku, duh, 24 tîrmehê, di peywendiyeke telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li Dr. Fûad Mehsûm kir bi boneya hilbijartina wî wek serokomarê Iraqê û hêviya serkeftinê di erk û kar de bo wî xwest. + +Duh, 24ê Tîrmehê, dengdan li ser hilbijartina serokomarê Iraqê da ku di encam de û di gera duyem ji dengdanê de, namzedê Kurdan Fûad Mehsûn bi piraniya 211 dengan bû heştemîn serokomarê Iraq û duyemîn kesayetiya Kurd di vî kursiyî de, piştî Celal Talebanî. + +Wan (Rûdaw)-Rojnamevanê kurd Gunay Aslanku ji ber nivîsandina pirtûka bi navê ";33 Gulle/Dîroka ku şîn girtiye"; sala 1993an hatibû girtin û sala 1995an çûbû Ewropa, îro vegeriya zêda xwe, Wanê. +Gunay ku beriya çend rojan ji Ewropa vegeriyabû bajarê Stenbolê, îro jî bi balafirê hat Wanê. +Malbata Aslan û Hevşaredara Wanê Hatîce Çobanli balafirgehêpêşwazî li Gunay Aslan kirin. +Aslan û malbata xwe bi hev şa bûn. Li wir hevşaredara Wanê Hatîce Çoban got, Gunay Aslan piştî 21 salan vegeriya memleketê xwe. Em jê re dibêji tu bi xer hatî."; +Aslan spasiya Hatice Çoban û yên ku hatibûnpêşwaziya wî, kir û li ser pirsên rojnamevanan wiha got: +";Dema ez ji Wanê çûm li waroşên Wanê, li navçeyên wê û li bajarên herêmê de çadirên mirovên ku ji ber zulma sîstemê reviyabûn hebûn. Lê niha em gellekî bişans in ku hêdî hêdî şopa şer jê dibin."; + +Amed (Rûdaw)- Namzedê her du partiyên CHP û MHPê yê serokomeriya Tirkiyê Ekmeleddin Îhsanoglu ragihand ku dewletê li hember kurdan hin xeletî kiriye û got, ";Lê dema mirov l i çareseriye digere divê tekez ew çareserî aqilane be."; +Ekmeleddin Îhsanogludi çarçoveya geRra xwe ya ji bo hilbijartinên serokariyê de îro çû bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê. +Îhsanoglu pêşiyê ji xelkê Amedê re axivî û paşê jî hevdîtinek li gel saziyên sivîl û civakî çêkir. + +Li gorî ajansên nûçeyan, Îhsanoglu li ser bûyerên Rojhilata Navîn û pêvajoya çareseriyê axivî û got ku li Rojhilata Navîn perçebûnê dest pêkiriye û ev yek dê bidome jî û got, ";Belavbûnên hûrtir dê çebin. Em dibêjin Iraq dê bibe sê perçe wê demê dewletek wek Sûriyê dê bibe çend perçe?"; +Ekmeleddin Ihsanoglu wisa pê de çû: ";Yekitiya li Mezopotamyayê yekitiyeke dîrokê bû. Dema bê perçekirin şahdamarê wê jî tê birrîn. Heta demekê dê keyfxweş û bêjin em serbixwe bûn lê belê rewş dê ber bi nebaşiyê ve here. Ji bo wê perçekirin ji ti kesî re nebaş e. Me bi hev re jiyan kir lê belê xeletiyên me jî çêbûn. Em dibêjin emê wan xeletiyan sererast bikin. Ji ber wê jî dema mirov li çareseriyê digere divê ew çareserî aqilane be."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Di şer û pevçûnên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de, hate gotin ku 6 şervanên YPGê şehîd bûne. + +Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li Hesekê, şervanên YPGê û hêzên rejîmê li kêleka hev şerê çekdarên DAÎŞê dikin. + +Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand şervanên wan rê li ber DAÎŞê girtin û nehiştin dest danin ser bajarê Hesekê. + +Çavkaniya Rûdawê got ku di şerê Hesekê de 6 şervanên YPGê şehîd bûne û ji wan, Artêş Ehmed, Raman Ehmed, Welîd Kilo, Dewrîm û Çekdar hatine naskirin. + +Lê YPGê jî di daxuyaniya xwe de got ku 3 şervanên wan şehîd bûne û wê îro cenazeyên wan li Qamişlo bi xakê bên spartin. + + + Amed (Rûdaw)- Piştî ku Kerkûk ket destê kurdan, pêvajoya serxwebûna Kurdistanê jî ket rojeva hemû perçeyên Kurdistanê û cîhanê. + +Demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya referandrûma serxwebûnê gelek xebat û çalakî pêk dihatin. Ji van çalakiyan ya herî dawî jî li Amedê ji aliyê hin partî û saziyên sivîl ve pêk hat. + +Di civîna çapemeniyê de partî û saziyên sivîl diyar kirin ku Kurd ji her demê zêdetir nêzikê serxwebûnê ne û divê ev yek werê bikaranîn. Rewşenbîr û lêkolîner jî di civîna çapemeniyê de cih girtin û anîn ziman ku ew li Başûrê Kurdistanê ji bo avakirina dewleteke Kurdî dê her tim piştgiriyê bidi. + +Lêkolînerê Kurd, Saîd Veroj di vê barê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Em ji bo piştgirya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî li vir civîyan e. Em dixwazin li vê derê dengê serxwebûnê bilind bikin. Ji bo vê yekê jî em ê heta dawiyê bixebitin."; + +Di civîna çapemeniyê de partiyên Kurdistanî anîn ziman ku Kurd jî wekî hemû miletan xwedî mafê çarenûsiyê ne. Ji ber vê yekê jî divê ku dewletekî kurdan jî hebe. + +Ji aliyê xwe endamê PDK, Mele Arif Sûmerkan da zanîn ku: ";Di dinyayê de sedan dewlet hene. Lê mixabin dewleta kurdan tine. Dewletbûyîn heqê me ye jî. Divê ku em kurd hemû bihevre ji bo dewletbûyînê xebat bikin û dewleta xwe ava bikin."; + +Partiyên Kurdistanî û rewşenbîrên Kurd li ser xebatên xwe yên paşerojê de jî axifîn û dan zanîn ku ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê çalakiyan pêk bînin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê encûmena parêzgeha Bexdayê, Riyad Ezaz ji aliyê çend çekdaran ve hat revandin. + +Çevkaniyên medyayî belav kirin ku, demjimêr 24:00 ji şeva borî, hêzeke çekdar, ku cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn, avêtin ser mala serokê encûmena parêzgeha Bexdayê, Riyad Ezaz li navenda Bexdayê û ew û zêrevanên wî revandin. + +Berî du salan jî, Riyad Ezaz ji li ser biryara dadgehê bi tohmet terorê hatibû girtin, lê ji ber nebûna belgeyan serbest hat berdan. + +Riyad Ezaz ser bi Partiya Deiwe ya Îslamî ve ye, roja 15ê hezîrana sala 2013an wek serokê encûmena parêzgeha Bexdayê hat diyarkirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Fûad Mehsûm kir û hilbijartina wî bi şansekî mezin bo civakên Iraqê da zanîn. + +Di daxuyaniyekê de, KCK pîrozbahî li Fûad Mehsûm kir bi boneya hilbijartina wî wek 8emîn serokomarê Iraqê û di daxuyaniyê de hatiye gotin: ";Hilbijartina Fûad Mehsûm ji bo hemû civakên Iraqê şansekîmezin e û di demeke ku li Îraqê pirsgirêkên mezin têde tên jiyan kirin, birêz Celal Talebanî di rêbaza xwe de serokomarê nû hilbijartiye û ev jî gelekî girîng e."; + +Hevserokatiya KCKêanî ziman ku, ew bawerin, FûadMehsûm jî dê di pêşketina azadî û demokrasiya Îraqê de roleke girîng bilîze û ewê di rêgirtin li pevçûnên mezhebî û aloziya navbera Şîe û Sunniyan de li Îraqê bibe xwedî hewldanake zelal û girîng."; + +Roja 24ê tîrmehê, Parlementoya Iraqê, namzedê Kurdan, Fûad Mehsûm wek serokomarê nû yê Iraqê hilbijartibû. +Silêmanî (Rûdaw)-Serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê Nûrî Malikî, serdana Celal Telebanî dike. + +Nûrî Malikî bi mebesta serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Telebanî îro, çû bajarê Silêmaniyê. + +Biryar bû ev serdana Malikî duhî pêk hatiba, lê endama serkirdatiya YNKê, Ala Talebanî ji Rûdawê re got: ";Em hatin agahdarkirin ku serdana îro ya Malikî hat paşxistin."; + +Herwiha pêr, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin. + +Telebanî, nêzîkî 19 mehan li Almanya hatibû dermankirin. Mam Celal berî hefteyekê vegeriyabû Herêma Kurdistanê. + +Silêmanî (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re hevdîtin pêk anî. Dîmen û wêneyên hevdîtina Malikî û Talebanî hatin belavkirin. + +Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îro gihîşt bajarê Silêmaniyê û serdana Talebanî kir. + +Herî dawî Malikî şeva 17ê Kanûna 2012an û beriya ku Talebanî nexweş bikeve, li Bexdayê Talebanî dîtibû. + +Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, roja 19ê Tîrmeha îsal û piştî salek û 7 mehan ji Almanya vegeriyabû Kurdistanê. Talebanî li Almanyayê dihat dermankirin. + + +Merîwan (Rûdaw) – Pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce ji bo lêkolîna li ser rizgarkirina Gola Zirêbarê ya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê çûn bajar û serdana golê kirin. + +Gola Zirêbarê ku 3 kîlometran dûrî bajarê Merîwanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ev demek e ji ber ku pîsava gundên derdora golê û herrî û axa ku ji ber barîna barnê û rabûna lehiyê dirijin nav wê çavkaniyên wê rastî metirsiya miçiqandinê hatine. + +Her wiha bendava ku li ser çemê Qizilcesû yê Merîwanê hatiye çêkirin jî bûye sedema wê ku zibil û pîsava zevî û rezên derdorê yekser birije nav golê. Kêmbûna baranê û tinebûna ti çavkaniyeke derekî ya golê jî metirsiya li ser golê zêdetir dikin. + +Çavkaniyên Gola Zirêbar di nav wê de ne û nêzîkî 600-700 kanî ne. Ava ti çem û kaniyekî ji derve nakeve nav golê. + +Li gorî malpera ÎSNA ya îranî, di çarçoveya rizgarkirina Gola Zirêbarê de îro du pisporên şîrketa almanî ya bi navê Dorshce gihîştin bajarê Merîwanê û bi qaymeqam û rayedarên din ên bajêre hevdîtin kirin. + +Li gorî agahiyan di wê hevdîtinê de, qaymeqamê Merîwanî Mihemed Fellahî anî ziman ku bajarê Merîwanê bi nifûsa xwe ya 150 hezar kesî navendeke girîng a tûrîzmê ye û got, di vî warî de Gola Zirêbarê yek ji cihên herî balkêş ji bona kişandina tûrîstan e lê mixabin niha hinek pirsgirêk bi pêsîra wê re girtine. + +Yek ji wan pisporên almanî jî got, ew pilana ku şîrketa wan ji bona rizgarkirina Gola Zirêbarê pêşkêş bike dê têra 30-40 salan bike lê ji bo ku ev pilan bi awayekî zanistî were danîn divê hemû rayedar û berpirsên bajêr alîkariya me bikin û agahiyan bidin me. + +Wî pisporê almanî diyar kir ku Merîwan deverek wisa ye ku heta niha ";dest lê neketiye"; û got, cara yekê ye em li Îranê dest bi pirojeyekê dikin lê em hêvîdar in bikaribin bi alîkariya berpirs û rayedaran vê pirojeyê bi serkeftî bicîh bînin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî li dijî teqandin û jinavbirina cihên pîroz û mizgeftên bajarê Mûsilê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve nerazîbûn nîşan da û ragihand, divê ";terorîst hesabê vê yekê bidin";. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di peyamekê de li dijî teqandin û jinavbirina mizgeft û ziyaretgehên pîroz ên bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve nerazîbûn nîşan da. + +Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku piştî ku bajarê Mûsilê û beşek mezin ji parêzgehên Mûsil û Selahedînê ketin destê DAIŞê niha jî wê rêxistinê dest bi teqandina ziyaretgeh û cihên pîroz ên Mûsilê kiriye û wiha got: ";Ev karên çekdarên terorîst li dijî hemû pîvan û nirxên asimanî û mirovî ye û êrişî mîratên ayînî û demografiya bajêr dikin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî teqandina ziyaretgehên pêxember û mirovên navdar û cihên pîroz şermezar kir û ragihand, ew karên terorîstan li dijî ayîn û olên asimanî, çand, dîrok û tiştên pîroz ên xelkê ne. + +Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha gotiye: ";Ez hêvîdar im misilmanên rast vê bêhurmetiya mezin qebûl nekin û divê terorîst hesabê vê yekê bidin."; + +Çekdarên DAIŞê di nav çend rojên borî de ziyaretgehên Yûnis Pêxember, Cercîs Pêxember û mizgefta Şît Pêxember li Mûsilê teqandibûn. + +Sine (Rûdaw) – Hat zanîn, di nav sê mehan de xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 750 teyr û ajelên kuvî azad kirine û ev yek jî ji bo parastina jîngehê kirine. + +Beriya niha li gundekî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê nêçîrvanan tifingên xwe şikandin û qefes û davên xwe şewitandin û kew û teyrên ku girtibûn jî berdan û sond xwarin careke din nêçîrvaniyê nekin. + +Wan gundiyan gotin ku vê yekê ji bo parastina jîngehê dikin û çavên wan li tiştekî jî nîne. + +Piştî demeke kurt ev çalakiya hêja li gellek gund û bajarên parêzgeha Sine û hinek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav bû û wek tevgerek xwezê ya şikandina qefesan hat binavkirin. + +Li ser vê yekê, rêveberê parastina jîngehê û ajelên kuvî yê parêzgeha Sine endazyar Heyder Weysî ji malpera ÎSNAyê re got, gelê parêzgehê êdî bi awayekî din lê jîngeh û ajelên kuvî dinêrin ji ber ku di nav xwe de dest bi şikandina qefesan kirin û dest ji nêçîrvaniyê berdan. + +Heyder Weysî da zanîn, bi destpêkirina vê tevgera jîngehparêziyê re di nav sê mehan de derdora 750 Kew, Şahîn, Teyrê Çîrr, Kund, Lek Lek, Sivorî û gellek balinde û ajelên kuvî ji aliyê xelkê ve hatine berdan. + +Helgirêt bo cejin +Vt-26072014-penberen rojava dicine kobane-duhok +Kmîraman-hejar xorşîd + +Întro +Bi sedem şerê li Herêma Kobanê hin gund valabûne ji xelkên xwe lê berovajî vê yekê hin ciwanên kampa domîz yên devera Kobanê dizîvirin Rojav yê Kurdistanê da çekên xwe hilgirin û berevniyê di ber Kobanê de bikin + +Kesayet + +Ridwan Îzet Penber¤WA0 4832 4792 +Rêber Hebûn Rewşenbîr¤WA2 4832 4816 +Ehmed Penber¤WA4 4792 4824 +Ev ciwan ne ji rojava yê kurdistanê tê başûrê wê lê ew wê bizîvre rojava yê kurdistanê lewme dibêje ko şer li herêma kobanê ya ew jê ye dijware û divê ko vegerin û diyar dike ko hejmareke ji ciwanên kobanê vegeriyane malên xwe û hin ji wan niha di şer de ne +---- + +Penaberên ji herêma kobanê cuda nakin kîja aliyê siyasî di şer de ye , lewme çekdarên daiş êrîşî kurda bi giştî dikin li gorî wan + +---- +Ev nêzîka mehegê ye ku gundên rojavayê Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ tên. + +Di encama van êrîşên DAIŞê de, çend gundên kurd ên li rojavayê Herêma Kobanî ketibûn jêr kontrola Rêxistina tundrew de. + +-------- + +Nerîna penaberan ewe ko divê layanên siyasî dawiyê li nakokiyên xwe yên siyasî bînin dema dijmenek êrîşî kurdan bike + +د پێشوازیكرنا ئهڤێ جهژنێ دا رهنگه خهلكێ شنگال ب تنێ ههست ب ئیمناهیهتێ دكن كه پێشمهرگه سنوورێ دهڤهرا وان دۆران دۆر كۆنترۆلكریه سهرهرایی نیزیكبوونا چهكداران ژ سنوورێ وان كه نه رهحهتیا واهلاتیان ژی تێدایه لێ خهلك ههست ب جودایهكا مهزن دكه دناڤبهرا پێشوازیكرنا ڤێ جهژنێ ویێن دهربازبوویین +وهلید موراد : وهلاتی " جوداهیهكا مهزن ههیه د جهژنا ئهڤ سال دا ژبهر ههر تشتهك ل بازارێ نینه ودۆران دۆرێن مه چهكدارن وخهلكهك ئاوارهبوویه و حالێ مهژی كێمی یێ ئاوارهبوییان نینه " . +د جهژنا دا كچك ومهزن خوه نوو دپووشن لێ جهژنا رهمهزانا ئیسال كه پێشوازی ژێره دهێته كرن ئاستهنگ وپێتڤیێن زۆر ههینه ببنه رێگر بهرامبهر پهیدابوونا گرنژینا ل سهر لێڤێن خهلكێ شنگال كه بیرئانینێن جهژنێن چوویین ههمان خوهشینه بێی كو زێدهبوونهك لێ پهیداببێ +كهمال خهلهف : وهلاتی "جهژنێن چووی ئهم گهلهك مورتاحبوون لێ نوهه كههرهب نینه وسوتهمهنی وئاڤ ژی نینن وبارودۆخ ژی ئارام نینه خهلك دتورسی لێ جهژنێن دی ئهف تشت نهبوون " +فهرمانبهران ئهڤه دوو ههیڤان مووچهیێن خوه ژ حكومهتا ناڤهند وهرنهگرتینه كه چاڤهرێی چارهسهركرنا قهیرانێن سیاسی یێن عیراقێ نه ب جهژنا مهزن ل ناڤ دبن +فازل خهلهف وهلاتی " مووچه نینه وژیان ب زهحمهته وتا ئهڤ قهیران ل عیراقێ چارهسهر نهبن مه چ جهژن نینن " +پشتی رۆژیبوونا وان كه خواستێن چارهسهریا بارودۆخێ عیراقێ دناڤ دوعایێن وان دا ب دهستبلندكرنێ بهر ب خوهدیێ خوه رۆژانه بوون ئیدی جهژن ژی ههمان خواستن كه ئارامی وپهیدابوونا ژێدهرێن ژیانا رۆژانه ب خوهڤه دگرێ + + +Hewlêr (Rûdaw) – Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza bifermînasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê ";daxwaziyeke neqanûnî"; lewma ew nikarin vê yekê qebûl bikin. +Beriya niha komek parlamenterên Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kiribûn, kantonên Rojavayê Kurdistanê bi fermî bên qebûlkirin. +Serokê Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got ku ew daxwaziya parlamenteran li dijî qanûnê ye ji ber ku Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de nayê pejirandina heta ku bikaribe dewletekê yan rêveberiyekê qebûl bike. +Vala Ferîd diyar kir ku pesendkirina dewletê karê wan dewletan e ku hebûna wan di asta navdewletî de tê pejirandin. +Li gorî seroka Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê tenê dikare ji karûbarên navxwe re qanûnan derbixe ji ber wê jî nikare ji bo karên derve qanûnan derbixe yan jî dewleteke biyanî bi fermî qebûl bike. +Derbarê vê îdiayê de ku dibêjin parlamenterên PDKê îmzeyên xwe li ser wê daxwazê vekişandine jî Vala Ferîd got, me wek parlamenterên PDKê ew daxwazî îmze nekiriye tenê 4-5 hevalên me îmze kirine, wan jî dema îmze kirine nezanîne di warê hiqûqî de pirsgirêka wê heye. +Wê parlamentera Kurdistanê da zanîn, ew daxwazî bi fermî ji aliyê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ve radestî Lêjneya Hiqûqê hat kirin û hat xwestin ku lêjne raya xwe li ser eşkere bike û wiha got: ";Me jî ji wan re got ku ev daxwazî li dijî qanûnê ye û parlamento nikare vê yekê bike."; + +... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... ... +مهها رهمهزانێ لنك موسڵمانان ب ههیڤا پهرستن و زكری دهێـته بناڤكرن، لهو موسڵمان بشهڤ ورۆژ ههر یهك بشێوازهكی و بڕێورهسمهكێ جودا پهرستنێ دكهت. بهلێ ئاكرێ بتایبهتی ل ناڤ گهلیێ ئاكرێ بشێوازهكێ جودا پهرستنێ دكهت. +ئهو سۆفیێن قادرینه. ئهو كومڤهدبن كو دبێژنێ حهلهقه. +شێخ وریا شێخێ تهریقهتا قادری ل ئاكرێ دبێژیت: "لڤێره ههمی مرید و صوفیێ، مه ژههمی دهڤهران دهێن زكر و گاعهتی دكهن قورئان خوێندن و گوتنا سروودا و زكرێ لا اله الا الله، تهسبیحات و صهلهوات ئهم گرنگیێ بڤان زكرا ددهین". +ل نك رێبازا قادری ههمی رێوڕهسم ب دهنگن، لێ فتارا وان دهنگێ بانگی نهبیت هیچ دهنگهك ژ كهسێ ناهێت. +...."ئها بڤی رهنگی ل تهكیا ئاكرێ ههمی ئێڤارێن رهمهزان خهلك صوفی و دهروێش ل ئاكرێ و دهوروبهرێن وێ قهستا ڤێ تهكیایێ دهكهن".... +لڤێ تهكیایێ كو ژبهر 800 ساڵان تا كو بهری چهند ساڵهكان ژی جوره خارنهك تایبهت دهاته چێكرن و پێشكێشكرن بۆ صوفی و مرید و مێهڤانێن تهكیایێ كو دگوتێ لیسه، تهكیا دناڤ موسڵماناندا بتایبهت دناڤ كورداندا وێستگهها رێڤینگ و رێبوارێن رێیێن درێژ و ههژاران بوو كو لێ بێهنڤهدهن و خۆها وهستیانێ لێ بڕێژن و زكێ برسی تێر بكهن. +مهلا: "ڤێره جهێ فهقیر و ههژار و بهلهنگازایه جهێ رێڤینگایه ههركهسێ بهێته ڤێره چ مانعی نینه دهروێش بیت یان نهو دشێت بهێته ڤێره و خارن ژی دانا خۆدێ یه و ههر كهس دشێت چێكهت بهلێ خزمهت شهرته، بهری نوكه خارنهك لڤێره دهاته چێكرن و دگوتێ ههلیسه بهس بهری چهند ساڵهكا ژبهر هندهك كارێن نهشهرعی لڤێره ئهو خارن هاته راگرتن و ئێدی برادهران گوتی ههما دێ كهینه مهولید نوكه ههمی رۆژێن ئینی ئهم مهولیدێ ددانین". +نوكه پشتی ئاڤهدانیا بهرفرههـ هنده مێهڤان و رێڤینگ لێ ناڕاوهستن بهلێ هێشتا ئهو رۆگهها مرید و دهروێشێنرێبازا قادری یه و جهێ چاڤپێكهفتنا دیكهفتیێن ڤێ رێبازێ یه . +دهروێشهك دبێژیت: "ئهڤه شێخێن مهنه ئهم ژبهر دینداری و باشی یا وان ئهم یێ ژ نێزیك كهلهكچی هاتین تنێ ژبه رهندێ بێینه ڤێره ئهڤه جههكێ پیرۆزه ههم تهكیایه و ههم مزگهفته صوفی و مرید ژ ههمی جها دهێن و لڤێره كوم دبن موحبهته و خوشهویستی دناڤ مهدا زێده دبیت". +ددوماهی رێ و رهسماندا دهروێشان دهست ب رێ و رهسمێن ههره گهرم یێن حهلهقێ كر و دهنگێ دهفێ و سروودا دگهل بێ دهنگیا شهڤێ بۆ ههڤڕكی. + + +کرستیانێن کوردستان و عیراقێ یێن ئەلمانیا داخوازا لەشکەرەکی بۆ پاراستن هەڤباوەرێن خوە دکن +ئینترۆ: +ئاوارەبوونا کرستیانێن دەشتا مووسل و دەڤەرێن تلکێفێ بۆ کوردستانێ و گەفێن کوشتنێ ل سەر ژیانا وان هەروەسا تێکدان و خرابکرنا کەنیسە و جهێن خوەداپەرستیێ یێن ئۆلا وان بوویە سەدەما نەرەحەتی و دلتەنگیا هەڤباوەرێن وان یێن ئەلمانیانشین. ئەو ژ ئالیەکی ڤە سوپاسیا حکوومەتا کوردستانێ دکەن بۆ دەستەبەرکرنا پەناگەهـ و پاراستنا وان و ژ ئالیەکێ دن ژی ڤە بانگێ ل جیهانێ دکەن ل سەر جهێ بابکالێن وان نەهێنە دەرکن. هنەک ژ کرستیانان ژی رەخنەیێ ل سیاسەتڤان و بەرپرسێن پارتێن سیاسی یێن خوە دکن کو وان کارەکێ باش بۆ پاراستنا وان ناکەن و ل گەل وێ یەکێ ژی داخوازا دامەزراندنا لەشکەرەکێ تایبەت ب خوە دکن. +تێکست١: +ئاوارەبوونا هەڤباوەرێن وان یێن ل دەردورێن مووسل و دەڤەرێن نوو ل ژێر دەستهەلاتا هێزا نوو یا لەشکەری ل عیراقێ؛ دەولەتا ئیسلامی، کرستیانێن خەلکێ کوردستانێ و عیراقێ یێن ئەلمانیانشین دلگران و خەمگین کرینە. ئەو داخوازێ ژ هەموو ئالیێن فەرمی دکەن کو وان ب پارێزن دهەمان دەمدا گازندەیان ژ حکوومەتا عیراقێ دکەن کو رێک ل گەفێن کوشتن و ژناڤبرنا وان ناگرن. +لیدوان +میخائیل نیسان زەیە¤WA0 4888 ــ هاونشتیمانی کرستیان ¤WA1 4808 +تێکست٢: +هنەک کرستیان رەوشا نوو یا پشتی سالا ٢٠٠٣ی دەستپێکا دژایەتیکرنا ل هەڤباوەرێن خوە ددان و تەنێ کوردستان پشت و پەنایا خوە دزانن. +لێدوان +عنتەر خوشابا ¤WA2 4848 ــ هاونشتیمانی کرستیان¤WA3 4808 +تێکست٣: +رایەدار و سیاسەتڤانێن کرستیانان کو نکارن کارەکێ جدی بۆ پاراستنا هەڤباوەرێن خوە بکەن، گلیەکا دننە. +لێدوان „دەنگێ ساوندبایتێ نەهاتیە خواندن، تکایە ژبیرنەکن" +سالم حکیم¤WA4 4816 ــ هاونشتیمانی کرستیان ¤WA5 4808 +(بەرپرسەکانمان هیچ شتێکی ئەوتوویان نەکردووە و ناشکەن. ئێمە داواکارین و دوخوازین هەر شتێک بۆ کرستیانەکان بکرێت بۆ ئەوەی بتوانن خویان بپارێزن. لەشکەرێک دامەزرێنن و بە لایەنی کەم کوردستان دەتوانێت یارمەتیان بدات. لەشکەرەک بۆ کرستیانەکان دروستبکرێت، گۆندەکانیان، کەنیسە و دێرەکانیان و هەموو شتێکیان بپارێزێ). +تێکست٤: +لەشکەرەك پاراستنا کرستیانان ژ ئالیەکی ڤە و ژ ئالیێ دن ڤە هەول و بزاڤ بۆ راکێشانا رایا گشتی ل سەر رەوشا هەڤباوەرێن خوە گرانیا کارێ کرستیانێن کوردستانێ و عیراقێ یێن ل ئەلمانیا نە. +(ستاند ئاپ) +پەیامنێر: زنار شینۆ +کامیرا و مۆنتاژ: شڤان بەرواری + + +هێزێن ئاسایشا دهۆك ل دەڤەرا جمبور دەست ب سەر كوگەهەكێ دا گرتن كو 250 تەنێن برنجێ بسەرفەچوی دهاتە سەختەكرن، كو بازرگانەكی لبەر بوو ب ساختە بكەتە دناڤا هندەك كیسێن نوی دا. +تێكست +شكاندنێ دەرێ ڤێ كوگەهێ ل دەڤەرا جمبور ژلایێ ئاساییشا پارێزگەها دهۆكێ ڤە ژگومانا سەختەكرنا ب برنجێ دەم بسەرڤەچویی بویە و ڤەگوهاستن بو كیسن نوی. +روژانە هەشت كریكارا برنج ژ كیسێن دەم بسەرڤە چوی ڤەدگوهاستە كیسێن مێژویا 2014 تا 2016 و كیسین ڤالا یین برنجێ دەم بسەرڤە چوی ل تەنشتا كوگەهێ د سوتن، برنجی پشتی سەختەكرنی زێدەتر ل بازراێن دەڤەرێن شەنگامووسل دهاتە فروتن. كرێكاریێن ئامادە و زێرەڤانێ شەڤێ یێن ڤێ كوگەهێ مەندەهوشمان چونكی بۆ وان یانە چاڤەرێ كری بو كو دێ دشەڤێ دا دێ بنە نێچیرا ئاسایشی. +1.. تارق محمەد عەلی: زێرەڤانێ كوگەهێ +ل گوری زانیارێن ئاسایشێ هێشتا دوزێن سەختەكرنا برنجی یێن پارسال لسەر خوەدێ ڤێ كوگەهێ ماینە، ئەڤە بو دووەم جارە ئەڤكارە ژلایێ وی ڤە دهێتە ئەنجامدان كرێكار ژی بهەمی رەنگا خوە دەنەپاش ژ كریارێ بێ ئاگەهیا خوە ژ سەختەكرنێ دەنەپاش. +2. رامان حسێن: كرێكار +د راپورتا ئاسایشا پارێزگەها دهۆك دا هاتیە كو 250 تەن ژ كەلو پەلێن ئاهێن خوارنێ و پاقژكرنێ یێن كومپانیا سندور دەستەسەركرینە ، چونكی پرانیا كەلو پەلا ماوێ وان یێن ب سەرڤەچومی بون + + +Întro: Serokwezîrê Tirkiyê û Namzetê AK-Partiyê yê Serokomariyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya propagandayên hilbijartinên Serokomariyê de serdana Amedê dike û dê li wê derê mitîngekê li dar bixe. Akademîsyen û siyasetmedar jî li ser vê yekê diyar kirin ku ji ber pêvajoya aşitiyê ev mitîng ji yên berê taybetir û girîngtir e. +VT: Li Amedê Namzetê AK Parti'yê yê serokomariya Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, mitingekê lidardixe. Siyasetmedar û Akademîsyenên bakûrê Kurdistanê jî li ser vê yekê dîtinên xwe yên derbarê pêvajoya hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê û pêvajoya aşitiyê de anîn ziman. Li gorî Akademîsyenan pirsgirêka Kurdistanê bûye pirseke navnetewî. Lewra kî bibe Serokomar bila bibe pêvajoya aşitiyê dê dîsa jî dom bike. Lê ger Erdogan bibe Serokomar dê li ser rola xwe ya pêvajoya aşitiyê de jî bihêztir bibe. +¤WA0 4840 4840 +Soundby: Mehmet Alkiş-Akademîsyen: +''Her çiqas şansê Silhedîn Demîrtaş ji bo Serokomariya Tirkiyê hindik be jî ger ew bibe serokomar dê ev pêvajo jixwe dom bike. Ekmeledîn Îhsanoglu jî bibe serokomar dê pêvajoya aşitiyê dom bike. Lê wisa xuya dike ku dê Erdogan bibe seromarê Tirkiyê û ev pêvajo dê kûrtir bibe. Di meha borî De hikûmet kanûnekî bi navê ''Pakêta Çareseriyê'' dêrxistibû. Ev yek jî ji bo bihêztir û xurtkirina bingeha pêvajoya aşitiyê bû'' +Siyasetmedar jî anîn ziman ku pêvajoya aşitiyê di heyama hikûmeta AK-Parti'yê û Serokweziriya Erdogan de destpê kir. Lewra di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de serkeftina Erdogan dê bandoreke ¤WA2 4840 li ser pêvajoya aşitiyê bike. +Soundby: Sertaç Bucak-Serokê PDK'ê:¤WA3 4792 +''Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê û pêşvebirina pêvajoya aşitiyê erokomariya Erdogan ji serokomariya kesên wekî Ekmeledîn Îhsanoglu baştir e. Ger Hikûmet negûhere û Erdogan bibe serokomar ev yek ji bo berjewendiyên Kurdistanê û siyaseta Rojhilata Navîn pir girîng e.'' +Siyasetmedar û akademîsyen didin zanîn ku Namzetê AK-Parti'yê Recep Tayîp Erdogan di mitîngê de di derbarê pêvajoya aşitiyê de peyamên girîng bide. +Stand Up: + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê sibê Cejna Remezanê ye. +Lêjneya Dîtina Hîvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibê Cejna Remezanê û yekemîn roja bêhinvedana cejnê ye. +Beriya niha Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Merîwan Neqşbendî ji Rûdawê re gotibû, Dîwana Weqa Sunnî ya Iraqê ji bo cara yekemîn di dîroka Iraqê de ji bo diyarkirina Cejna Remezanê li benda biryara Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurditanê ye. +Jibilî Başûrê Kurdistanê û Iraqê li Tirkiye, Ordun û Behrêynê jî sibê Cejna Remezanê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Cejna Remezanê de pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdan kir û got, azadî û mayîna me berhema xwîna şehîdên serbilind ên Kurdistanê ye û em heta hetayî bi wan serbilind in. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta Ceja Remezanê ku ji sibê ve dest pêdike, peyamek belav kir û tê de cejna hemû misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û got, ez bi germî cejna malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê pîroz dikim ji ber ku azadî û mayîna me berhema xwîna wan şehîdên serbilind e û em heta hetayî pê serbilind in. +Barzanî, her wiha diyar kir ku gelê Kurdistanê zêdebarî dorpêça nerewa ya Bexdayê ya li dijî Kurdistanê li penaber û awareyên ku ji ber şer reviyane Herêma Kurdistanê, xwedî derbikevin û hewandina penaberan civaka navdewletî heyirandiye ";ji ber vê jî ez spasiya gelê Kurdistanê dikim";. +Serokê Herêma Kurdistanê di beşek din a peyama xwe de cejna hemû karmendên saziyên ewlehiyê yên Kurdistanê pîroz kiriye ku ji bona parastina ewlehiya welêt şev û roj xebat dikin û dua kiriye ku Xwedê piştevanê pêşmergeyên ku niha li nav çeperên parastina Kurdistanê de ne, be. +Barzanî di dawiya de hêviya wê xwestiye ku ev cejn bibe sedema xilasbûna şer û aloziyê li Iraqê û gelê kurd jî bigihîje arezûya xwe ya kûr û dûr. + +Hewlêr (Rûdaw)- Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ji ber wernegirtina meaşên meha hezîranê, îro li Hewlêrê xwepêşandanek li darxist. +Xwepêşender, di çalakiyê de ji Parlamentoya Kurdistanê heta Wezareta Perwerdê meşiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ragihandin ku, ";Mafên wan nedane wan û îdaniyên xwe jî bi deyn standine"; û wiha dewam kirin: +";Ev rewş, ji bo rayedarên hikûmetê ku ji aliyê mamosteyên ve tên pêşvebirin, şermeke mezin e. Em, hewldayîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî mamosteyan şermdêr dibînin."; +Li Başûrê Kurdistanê 120 hezar mamoste, ev 2 meh in meaşên xwe wernegirtîne. +Hikûmeta Bexdayê, para Herêma Kurdistanê ya budçeyê, ku ji %17 ye, ev 7 meh in nade. +Ev rewş jî dibe sedema nedayîna meaşan. + +Amed (Rûdaw)- Malbatên ku dibêjin ";zarokên me ji aliyê PKKê ve hatine revandin"; û nêzîkî 3 mehan e çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, bi xemgînî vê cejnê diborînin. +Malbatên li Dagkapi Meydaniya Amedê çalakiyên xwe didomînin, îdaniyên ji bo zarokên xwe yên çend meh in ji wan dûr in kirîn, li ber konê çalakiyê raxistin. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê malbatan got, ev çend meh in sozê didin me ku zarokên me vegerînin, lê ev soz bi cih ne anîne. +Herwiha Wezîrê Çandin û Ajaldariyê Mehdi Eker serdana malbatan kir. Eker, li vir daxuyaniyek da rojnamevanan û wiha axivî: +";Hêvîdarim, di vê roja cejnê de qêrîna dayikên bi hesreta zarokên xwe dişewitin, bigihe cihên pêwîst. Me hewl da ku em hinekî êşa wan kêm bikin. Hikûmet da ku pêvajoya çareseriyê serbikeve, tişta ji destê wê tê, dike. Em li bendê ne ku kesên li çiyê jî dakevin jêr û ev hesret xilas bibe."; + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsîmê yê Bakûrê Kurdistanê, ji bo Namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahattîn Demîrtaş bi piştgiriya HDP, DBP, ESP û EMEPê konê hilbijartinê hat vekirin. +Li Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê ji bo piştgirîkirina Namzedê Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Dêrsîmê ve bi beşdariya HDP, DBP, ESP û EMEPê bi awayekî girseyî konê hilbijartinê hat vekirin. +Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsîmê Fatma Kalsen axivî û got ku cara yekem e li Tirkiyê serokomar ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Kalsen, di vî warî de wiha pê de çû: + +"Divê em di hilbijartinên 10yê Tebaxê de pir bihêz derbikevin. Niha çawa ku em li Kurdistanê li Dêrsîmê xwe bi xwe bi rê ve dibin û me rengê xwe da rêveberiyê; dê îro û pê de jî em ê di siyaseta Tirkiyê de bibin opozîsyona bingehîn û xwe bi rê ve bibin. Yekane rêya vê yekê ew e ku hemû gel û bawerî, jin, mêr, cewan pêkve têbikoşin û bixebitin." +Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBK) a Dêrsîmê Ergîn Dogrû vekirina nivîsîngeha Namzedê Serokomariyê Selahedîn Demîrtaş wekî 'hîmê qonaxeke nû di têkoşîna dûrûdirêj de' bi nav kir. Dogrû, diyar kir ku milmilane û pevçûnên ku di navbera guherînhez û sitatukoparêzan de niha gihêştiye ast û radeyeke nû. +Dogrû, rexne li namzedê Partiya Dad û Geşedan (AKP) Recep Tayyîp Erdogan, namzedê CHP, MHP çend partiyên din ên biçûk Ekmeleddîn Îhsanoglû girt û got: + +"Di bereya hember de bûyereke komîk û tirajî rû dide. Bereyekê ku piştgiriya Îhsanoglû dike. Maşalah, hûn çi bigerin di vê bereyê de heye. 'Sosyal demokratên' qaşoyî bigire heta nijadperest û faşîstan hemû di selikekê de berhev kirine û kesê ku nizanin navê wî hilbidin tînin pêşberî gelê me." +Serokê EMEPa Dêrsîmê Mûstafa Taşkale û Endamê Meclîsa ESPê Mûstafa Nacî Toper jî bi axaftinên xwe piştevaniya xwe ji bo Demîrtaş derbirîn. + + + +Serdeşt (Rûdaw) – Pasdarên Îranê li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberên rojhilatî kirin û 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin. + +Li gorî malpera KurdPa, pasdarên îranî du roj berê li devera Deriyê Gelawêjê ya navbera gundên Tiyet û Berdanê yên bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin. + +Li gorî agahiyan, kolber neçar man hesp û barên xwe bihêlin û birevin lê pasdaran hêrsa xwe di hespan de rijandin û 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin, ev jî bû sedema hêrsbûna xelkê deverê. + +Heta niha gellek caran pasdarên Îranê kolberên kurd ên ji ber belengaziyê ";qaçaxçîtiyê"; dikin, girtine û kuştine û barên wan jî şewitandine. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Kerkûkê û serdana hêzên Pêşmerge yên li wê derê kir. + +Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di yekemîn roja cejna Remezanê de çû Kerkûkê û li wir serdana hêzên Pêşmerge kir. + +Barzanî, cejna hêzên Pêşmerge pîroz kir û li devera Dobzê ya Kerkûkê bi wan re civiya. + +Barzanî li Kerkûkê li nav pêşmergeyan de + +Celewla (Rûdaw) – Parlamenterekî kurd ê Başûrê Kurdistanê li bajarokê Celewla yê Iraqê ji hewleke kuştinê rizgar bû. + +Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Lêjneya Pêşmerge û Şehîdan a Parlamentoyê, Arî Hersîn îro li bajarokê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê rastî êrişeke bombeyî hat. + +Li ser vê bûyerê, Arî Hersîn ji Rûdawê re got, min îro danê êvarê li Celewlayê serdana hêzên Pêşmerge kir lê di rê de bombek bi otomobîla min de teqiya. + +Hersîn da zanîn, ew bomb ji dûr ve û bi kontrolê hat teqandin lê ti ziyaneke canî lê çênebû. + +Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge kir û got, pêşmerge xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî. + +Barzanî, îro li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge yên li devera Dozê kir û bi wan re civiya. + +Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di civînê de cejna Remezanê li hemû hêzên Pêşmerge pîroz kir û got, min erka xwe zanî ku di roja yekem a cejna Remezanê de serdana we bikim û li şûna hemû gelê Kurdistanê cejna we pîroz bikim û spasiya we bikim. + +Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku pêşmerge niha dîrokê ava dike ev jî şerefeke mezin e. Barzanî berê xwe da pêşmergeyan û wiha axivî: ";Hûn xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî."; + +Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebata pêşmerge wan baweriyên xelet ên ku dibêjin baweriya kurdan bi xwe tine, vala derdixe çimkî erka pêşmerge erkek pîroz e û gelê Kurdistanê jî gihîştiye qonaxeke pir baş û serkeftin jî pir nêzîk bûye. +Di vê serdanê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir û gellek berpirsên leşkerî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Barzanî re bûn. + +Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî cejna Remezanê hat pîrozkirin. + +Îro mîna pirraniya deverên Kurdistanî, li bajarê Qamişlo jî cejna Remezanê hat pîrozkirin. Nimêja cejnê li Mizgefta Selman Frasî ya bajêr hat kirin. + +Lê mîna her cejnekê, di vê cejnê de jî zarokan ji her kesî zêdetir kêf kirin…. +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Independentê ragihand ku, kurdên Bakur û Rojava li hemberî êrişên çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûne yek hêz. +Nûçegîhan a rojnameyê Isabel Hunter di nûçeya xwe de, nêrînên Ehmedê 23 salî yê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê wiha anî ziman: +";Mirov dibêje qey wan madeyên hişber bikar anîne. Bi sedan kes bihevre êriş dikin. Em wan wekî miyan dikujin lê belê roja paştir dîsa li hemberî me derdikevin."; +Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî serkeftina DAIŞê ya Iraqê wan berê xwe daye Kobaniya li sînorê Tirkiyeyê û kurd jî wî bajarî diparêzin. +Hunter dibêje, ";Dengên çek û topên li aliyen Kobaniyê diteqin, li Tirkiyeyê jî tên bihîstin."; +Herwiha Hunter radigihîne ku, ";Kurdên Bakur û Rojava li hemberî metirsiya rêxistina DAIŞê sînorê Tirkiye-Sûriyê ji xwe re weke astengiyê nedîtine û bûne yek."; +Li gorî Hunter, eger DAIŞ Kobaniyê bi dest bixe, ew ji bo wan dê bibe serfiraziyeke mezin, lewra kontrola sînorê Tirkiyeyê jî dê bikeve destê wan. +Kobanî ciranê navçeya Pirsûs a Rihayê ye û tevayiya gelê wir jî kurd in. Hêjmara bajêr berê derdora 70-80 hezarî bû. Lê belê bi encamên êrişên DAIŞê hêjmara Kobaniyê gihîştiye nêzikî 500 hezarî. +Rojnameya Independent ku navdartirîn rojnameya cîhanê ye, li Britanyayê tê weşandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Talebanî di nameya pîrozbahiya Cejna Remezanê de dibêje: ";Ji Xwedayê mezin û dilovan dixwazim ku rojiyên hemû kesî qebûl bike û hêvî dikin welatiyên Iraqî di vê demê nexweş û nearam de bi perên îmanê derbas bike û yekîtiya miletê me biparêze."; +Medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyama pîrozbahiyê ya Serokê giştî yê YNKê û serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî ya ji bo welatiyên Kurdistan û Iraqê parvekir. +Di peyamê de Talebanî bo Kurdistaniyan got, ";Pîrozbahiyê li welatiyên Kurdistanê dikim hêviya jiyaneke bi ewlehî û pêşketinî, yekgirtî û biratî ji we re dixwazim. Welaytiyên Kurdistanê di rêya azadî û demokrasiyê de ji bo gihîştina sîstemeke demokrat û parlamentera Iraqê gelek qurbanî dane û ev yek pesend kirine."; +Herwiha Talebanî di peyama xwe de behsa rewşa Iraqê ya siyasî ya niha kir û got: ";Ez piştgiriya pêkanîna hikûmeteke serkeftî ya Iraqê dikim û duayên xêrê ji bo berdewamiya armanca berpirsiyaran û pêkanîna hikûmetê dikim."; +Di beşeke ya payamê de Celal Talebanî ji berpirsiyaran dixwaze, berjewendiyên welatiyên Iraqî bêxine pêşiya berjewendiyên partî û komên xwe û nakokiyan ji nav xwe rakin û bibin yek deng. Herwiha li dijî terorîstan ji bo destkeftinên demokrasiyê yê di Iraqa nû de pêk hatî de hewl bidin. +Di dawiya peyamê de jî serokomarê berê yê Iraqê dibêje, ";Ji Xwedayê mezin û dilovan dixwazim welatiyên Iraqê biparêze û aramiyê bîne bo vî welatê ku niha gelek êş tê de heyî. Hêviya min ew e ku hemû alî cejneke bixweşî biborînin.. saleke bixweşî."; +Serokê giştî yê YNKê û serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî ji ber nexweşiya xwe ji 2012an heta niha li Almanyayê bû ku 19î tîrmehê de vegeriya Başûrê Kurdistanê. +Piştî nexweşketina xwe Celal Talebanî ji siyasetê dûr ket û heta niha tu peyamên fermî parvenekiribû. Ev yekem peyam e ku tê de behsa çend pirsgirêkên rewşa siyasî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê dike. +Piştî mayîna Talebanî ya li Almanya bo tenduristiya xwe ya sal û 7 mehan, ev cejna yekem e ku li Kurdistanê diborîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Zanîngeha Mardin Artukluyê ji bo wergirtina namzedên mamostetiya kurdî azmûnê çêdike. +Ensîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê dê cara sêyemîn ji bo mamostetiya zimanê kurdî azmûnê çêbike. Îlan, di malpera Enstîtuyê de hat dayîn. +Armanc, gihandina mamosteyên zaraveyên kurmancî û zazakî ye. Herwiha du salên borî de bi awayekî serkeftî, bi sedan kes ji beşên kurmancî û zazakî derçûn. +Lê belê heta niha ji van kesên derçûyî, tu kesî bi awayekî fermî dest bi karê mamostetiyê di dibistanan de nekirine. Ev jî astengiya beramberî mamosteyên kurdî ye. +Bi biryara Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê di meha tîrmehê ya sala 2012an de biryar hat dayîn ku di dibistana seretayî de dersa zimanê kurdî bibe ";dersa bijarte."; Li ser vê biryarê Zanîngeha Mardin Artukluyê jî dest bi gihandinda mamosteyên kurdî kir. Lê belê ji ber ku ji aliyê wezaretê ve tu bingeh nehat sazkirin, mamosteyên kurdî jî tayîn nebûn. +Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê di serdema 2012-2013an de, li 28 bajaran 18 hezar û 847 kesî dersa kurdî ya ";bijarte"; jê girt. Lê tê zanîn ku ji ";tunebûna mamosteyên kurdî"; ev ders ji aliyê kesên ne pisporê kurdî ve hat dayîn. +Herwiha di dawiya sala 2013an de ji bo bijartina dersa kurdî, zarok û malbatên wan daxwazname dan rêvebiriya dibistan. Ev hejmar dê li gorî sala borî bêhtir bibe. +Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji revandina 6 pêşmergeyên Zêrevanî ku li ser sînorê parêzhega Nînovayê bûn, heta niha tu agahî nestandine. +Cihgirê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwerî Hacî Ûsman bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ji revandina 6 pêşmergeyan neagahdar in ku ev agahî tenê ji aliyê çend çavkaniyan ve hatiye parvekirin. +Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan derbarê vê pirsgirêkê de tu daxuyeniyên fermî bi dest nexistine, ji ber wê jî nikarin tu agahiyên zelal bidin. +Îro çend çavkaniyên nûçeyan yên Iraqî ragihand ku li ser sînorê parêzgeha Nînovayê 6 pêşmergeyên Zêrevanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûçeya revandina 6 pêşmergeyên Zêrevanî li ser sînorê Mûsilê hat red kirin. + +Fermandeyê fewca Zêrevanî li navçeya Gogcelîlî ya ser bi bajarê Mûsilê ve, Seyid Şukir ji Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ez bi xwe li xala sînorî ya dawî ya Hêzên Pêşmerge me û çekdarên DAÎŞê beramber me ne, ti pevçûnek çênebûye û ti pêşmergeyek jî nehatiye revandin."; + +Seyid Şukir da zanîn jî ku: ";Ew nûçeyên ku hatine belavkirin dûrî rastiyê ne û bo daxistina morala Pêşmerge ne."; + +Îro, 29ê tîrmehê, çend çavkaniyên medyayî yên Iraqê belav kirin ku 6 Pêşmerge ji hêzên Zêrevanî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li navçeya Gogcelîlî hatine revanidn û çarenivîsa wan nediyare. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li enyên şer li Mûsilê kir. + +Li gor nûçeyeke malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 29ê tîrmehê Barzanî di serdanekê de bo eniyên şer li Mûsilê pîrozbahiya cejna Remezanê li Hêzên Pêşmerge kir û berxwedan û canfîdayiya wan di parastina û bergirîkirin li sînorên Herêma Kurdistanê bi bilind nirxand û ";Piştgiriya xwe bo pêşmerge dûpat kir."; + +Di vê serdanê de, her yek ji şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge Seyid Qadir, Zeîm Elî, Şêx Ceifer, Hemîd Efendî û hejmarek ji fermande û berpirsên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ligel Barzanî de bûn. + +Di gotarekê de Serokê Herêma Kurdistanê spasiya berxwedan û canfîdayiya Pêşmerge kir ku di rojên teng de amade ne bi canê xwe bergiriyê li welat bikin û amaje kir ku ";Di wê bergiriyê de polek pêşmerge şehîd û birîndar bûn, ji xwedayê mezin daxawz dikin ku şehîdan bi beheşta berîn şad bike û şîfayê bide birîndaran."; + +Herwiha Barzanî di gotara xwe de piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge dûpat kir û amaje kir ku: ";Tiştê ku ji me were bo piştgirî û alîkariya Pêşmerge emê bikin."; Herwiha got ku ";Li ser destê Pêşmerge dê Kurdistanê bigihe paşerojek geş."; + +Duh, 28ê tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyê şer li Kerkûkê jî kiribû û cenja Remezanê li wan pîroz kiribû. + + +Domîz (Rûdaw)- Dirêjbûna nexşeya Rojavayê Kurdistanê kir ku naskirina xelkê bi hev kêm bibe. +li Kempa Domîzê naskirin berfireh dibe herwiha pîrozbahiyên cejnê ku nema xelkên yek deverê an yek herêmê cejna hev dikin lê xelkên Rojavayê Kurdistanê bi giştî Cejna Remezanê li hev pîroz dikin. +Şahî her beşdare çi mirov penaber be an li mala xwe be ,dîsa xelkên hev dinasin dicivin û mal bi mal digerin cejna hev dikin lewma ew li dêrikê an li kempa domîzê bin her divê rojînên xwe derbas bikin. +li kempê xelkê Kobanê, Efrînê herwiha herêma Cezîrê hene û ev yek dike ku cejn berfireh bibe û naskirina xelkên herêmên rojavayê kurdistanê bi hêztir bibe. +Rewşa nû malbat dûrî hev xistin û piştî ko cejn li gel hev dikirin niha heger dengê hev bikin ew cejneke bi xwe ye li gorî penaberan. +Dirêjbûna nexşeya rojava yê kurdistanê kir ko peywendiyên civakî kêm bin lê niha penaberî wan dighîne hev. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dema ku Rojavayê Kurdistanê tê ser ziman, di cî de kêf û şahî tê bîra mirov. + +Xelkê Rojavayê Kurdistanê hemû çalakiyên xwe yên civakî bi riya şahiyan re lidar dixin û ev şahî bûn sedema derketina gelek hunermednên gelerî yên navdar wek Selah Resûl, Seîd Gabarî û Adilê Hiznî. + +Îro raporta me li ser hunermendekî gelerî ye ku nû ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê, ew jî hunermed Ednan Seîde ku bi riya şahiyan kartî bû hunera xwe bipêş bixe. +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Hikûmeta Sûriyê hêzên xwe ji parêzgeha Hesekê vekêşa û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cihê wan digire. + +Payamnêrê Torê Medyayî ya Rûdawê ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyê ji tevahiya Hesekê hêzên xwe vekêşa û cihên wan jî şervanên YPGê digirin. +Wekû tê zanîn hejmara parêzgeha Hesekê bi piranî kurd in û li gel çend bajarên Bakurê Kurdistanê jî hevsînor e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dadgerê Dadgeha Federal ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qedexeya li ser tankera petrola Kurdistanê barkirî rakir. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Dadgerê Federal Nancy K. Johnson, ji ber ku tanker 100 kîlometreyan ji DYAyê dûr e, biryar da ku dê nikarbin dest danin ser tankera petrola Kurdistanê barkirî. Dadger Johnson got, dive ev pirsgirêk, di navbera Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê çareserkirin. +Beriya niha Hikûmeta Bexdayê îdia kiribû ku petrol bêyî agahiya wan hatiye firotin û doz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekiribû. +Dadgeha Herêmî ya Başûrê Teksasê duhî li ser raya Hikûmeta Bexdayê biryar dabû ku dest dane ser petrola Kurdistanê. Îro jî dadgehê ev biryar rakir û ragihand ku ji ber ku tanker ji DYAê 100 kîlometreyan dûr e, ew dê nikaribin dest danin ser. +Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Marie Harf di civîna çapemeniyê de ragihand ku hewldana wan ya li hemberî firotina petrola Herêma Kurdistanê nehatiye guhartin. Naxwazin bêyî destûra Hikûmeta Bexdayê petrol bê firotin. Lê belê mudaxile firotina petrol ya di navbera şirketan de jî nabin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser keştiya ku petrola Kurdistanê dibe Teksasê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê skaleyekî tund li dijî Hikûmeta Iraqê amade dike. +Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, derbarê keştiya petrolê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku parêzerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Dadgeha Teksasê kirine û tê de derbarê yasayên li ser keştiya petrolê agahî dan. Û got: ";Firotina petrola Kurdistanê bi destûr pêk hatiye."; +Aştî Hewramî di daxuyaniya di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatî belavkirin de got: ";Bexda hewl dide di dadgehên biyanî de encamekê werbigire, lê nikare di Dadgeha Bilind ya Iraqê de encamekê werbigire."; +Herwiha got, hikûmeta federal nikare bi vî şeklî encamekê werbigire, çimkî hinartin û firotina petrola xav ya Kurdistanê ji yasayan destûrê digire. +Di skalayê de daxwaziya pereyên Kurdistanê yên ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatî birîn jî tê kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî 3yemîn roja cejnê jî bi serdana Hêzên Pêşmerge derbas kir û daxwaz ji Pêşmerge kir ku wek çawa Başûrê Kurdistanê diparêzin, wiha Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin û alîkariya wan bikin. + +Îro, 30 tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi alîkariya şandeke bilind ji berpirsên leşkerî û ewlekarî yên Herêma Kurdistanê, serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li rojavayê Dicle kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir û li rewşa wan pirsî. + +Barzanî di serdana xwe de amaje kir ku: ";Ev rewşa niha di rojevê de demkî ye û dê bidawî bê, lê ligel vê yekê pêwîste Hêzên Pêşmerge di amadeyiyek temam de bin."; + +Herwiha Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku: ";Wek çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin, bi heman awayî xuşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û alîkariya wan bikin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya berxwedan û westandina Pêşmerge kir û ragihand: ";Me ti carî nexwestiye sitemê li kesî bikin, di dema êrîşan de jî her dem Pêşmerge amadebû bo bergiriyê li welat bike."; + +Carek din Barzanî piştgiriya xwe ya temam bo Hêzên Pêşmerge anî ziman û got: ";Pêşmergayetî erkekî pîroze û dîrok û paşeroja gelekî drust dike, kesê ku dibe Pêşmerge her dem hizra wê yekê dike ku welatê xwe diparêze."; + +Di dawiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku ";Şehîdên Pêşmerge bi beheşta berîn şad bike û birîndar jî bi zûtirîn dem baş bibin û hêviya serkeftinê jî bo Pêşmergeyên qehreman xwest."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Kampa Xazir a koçberên Mûsilê kir. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, berî bîstekê Barzanî ligel şandekê gihişte Kampa Xazir ya koçberên Mûsilê bi mebesta agehdarî li rewşa wan. +Ev serdana Barzanî piştî wê yekê tê ku îro, 30 tîrmehê ligel şandeke pile bilind ji berpirsên ewlekarî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li Dicel kir. +Rûdaw zaniyariyên zêdetri belav dike... + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan gundê Kitş li başûrê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji bin destê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derxistin. + +YPG ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) ye, dibêje, çekdarên DAÎŞ bi tank û çekên giran êrîş dike ser gundên rojavayê Kobanî û şer li wê navçeyê berdewame di navbera YPG û DAÎŞê de. + +Ji aliyek din ve çekdarên DAÎŞ 3 guleyên hawin avêtin taxa Xwêran li rojhilatê bajarê Heseke lê ti ziyanên mirovî ji encam neketin. + +Piştî êrîşa çekdarên DAÎŞê ser bajarê Heseke û vekişana artêşa Sûriyê jê, YPG dibêje ku wan ew bajar kontrol kirine, herwiha bi şer çekdarên DAÎŞ ji gele tax derxistine û gele tax jî ji çekdarên rêxistina navborî parastine. + +Di vê barê de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Tahir Sifûk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Helwesta me her dem helwestek siyasî ye, mixabin heta niha me nikariye ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hêzeke hevbeş pêk bînin, lê em wek ENKS êrîşên DAÎŞê ser hemû naveçyên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin."; + +Herwiha Tahir Sifûk da zanîn ku: ";Ti peywendiyeke me bi hikûmeta Sûriyê re nîne, li gor zaniyariyên me hêzên hikûmetê ji navçeya Mêlebiyê vekişiyane, lê heta niha ew li li nava bajarê Hesekê mane."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danî ser rêjeyên mezin ji berhema genimê navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê. + +Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, duh 29 tîrmehê civînek di navbera pêkhatên bajarê Hesekê de birêve çû, bo destnîşan kirina komîteyekê bo şopandina karên bajar, bêy ku navê wan pêkhatan aşker bike. + +Herwiha rewangehê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞ rêjeyên mezin ên genimê li navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê embar kirî, birin navçeya Şedadî ya di bin kontrola wê de li nêzîk bajarê Hesekê. + +Li gor rewangehê, rêjeyeke gelek mezin ji berhema genim li embarên navçeya Mêlebiyê bû, lê niha ew genim ji aliyê DAÎŞê ve ji wan embaran hat derxistin. + +Ev çend rojin ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û şervanên YPG de li dijî çekdarên DAÎŞ li bajarê Hesekê berdewame, ku di encam de niha navçeyên Hesekê di bin kontrola her sê aliyan de ye. +Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Êlihê (Batman) Hazoyê (Kozluk) ya Bakurê Kurdistanê ji heman malbatê 5 zarokên keç, di gola ku ji bo hênikbûnê ketinê de xeniqîn. +Li gorî Ajansa Anadoluyê, duhî li gundê Hafikê ya navçeya Hazoyê 5 zarokên ku 10-12 salî di golê de xeniqîn. +Malbatên ku dizanîn zarokên wan ji şekirê cejnê re derketine gerê, çawa heta êvarî ji wan agahî nebihîstin û cilên wan li ber lêva golê dîtin, telefonî Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Acîl û Bobelatiyê (AFAD) û cendermeyan kirin. Di encama lêgerîna AFAD û cendermeyan de cesedê 5 zarokan hatin dîtin. +Rêvebirê AFADê yê Êlihê got: ";Me cesedê her 5 zarokan di binê golê de di nava heriyê de dît."; +Cesedê zarokan ji bo otopsiyê birin, Nexweşxaneya Kozlukê ya Dewletê. +Ji zarokan wiha ne: Kubra, Sevda, Cansel, Halime û Rozin Yaman. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di bûyera qezayê ya trafîkê ya di navbera Xebat û Kanî Qirjalê de 5 otomobîlan li hev dan, di encamê de pêşmergeyekî û 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da. +Li gorî Tora Medyayî ya Rûdawê, danê nîvro di navbera Xebat û Kanî Qirjalê de qezayek çêbû. di encama qezayê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan 1 pêşmerge ye,yek şofêr e yek jî zarokeke 4 mehî ye. +Herwiha di bûyerê de 14 kes jî birîndar bûn. + +. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gihişte navçeya Xaneqînê. + +Berî bîstekê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzabî ligel şandekê ji berpirsê ewlekarî û asayişê yên Herêma kurdistanê gihişte navçeya Xaneqîn a ser bi îdareya Germiyan ve û biryare ku serdana Hêzên Pêşmerge li sînorê bajarokê Seidiye û Cewlewayê bike. + +Di gotarekê de li Xaneqînê, Barzanî ragihand ku, di demek kurt de ew dê çekên giran û pêşketî bo Hêzên Pêşmerge peyda bikin û terrorist nikarin morala Pêşmerge bişkênin. + +Ev serdana Barzanî di çarçoveya zincîreyek serdan de ji roja yekem a cejna Remezanê ve tê ku tê de serdana Hêzên Pêşmerge li ser eniyên şer dike. + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Komek jinên Dêrsîmê li hemberî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, bi ken û tîqetîqan çalakiyeke balkêş li dar xistin. + +Komek jinên Dêrsîmê li hemberî gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê li Meydana Seyîd Riza bi ken û tîqetîqan çalakiyeke pirotestoyî li dar xistin. + +Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyê di pîrozbahiyên Cejna Remezanê de gotibû, "Divê mêr tolaz nebe. Divê girêdayî hevjîna xwe be. Divê jin jî dawênpak û biîfet be. Pêwîst e di nav her kesî de bi tîqetîq nekene". + +Li ser van gotinên Arinç, komek jinên Dêrsîmê di bin pankarta ku 'Tu jî bi tîqetîq bikene' de çalakiyekê li dar xistin. + +Mêran jî bi ken û tîqetîqan piştegiriya jinan kirin. Jinan diyar kirin ku li hemberî hemû xapandin û xalifandinan ew ji Dêrsîmê bi tîqetîqan bersivan wan didin. +Piştî çalakiya bitîqetîq girse bi hêminane belav bû. + + +Kobanî (Rûdaw) – Hejmara şehîdên YPGê di şerê li dijî DAIŞê de li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê gihîşt 15an, di nav wan de yekî başûrî jî heye ku ev yekemîn şervanê başûrî yê YPGê ye ku şehîd dibe. +Duh êvarê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) operesyonên xwe yên di bin navê tolhildana şervanên YPGê de, li bajarokê Şiyûx û li gundên Boraz, Degirman, Cubilferecê, Getaş, Cibnê, Çeloxilî û Keçelo li rojavayê herêma Kobanî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bidawî kiribûn, û YPGê ji wan dever û gundan vekişiyabû û tenê di gundê Çeloxilî de mabû. +Li gorî ku ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Rûdawê re ragihandibû, şervanên YPGê bi dehan ji çekdarên DAIŞê kuştine û gellek ji wan birîndar bûne her wiha tankek û hin otomobîlên şer yên DAIŞê teqandine û jinav birine. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, di şerê duh de li rojavayê herêma Kobanî, yekemîn şervanê Başûrî yê YPGê bi navê Dilşad Ehmed lawê ji devera Germiyanê şehîd bû. +Dilşad Ehmed ku navê wî yê tevgerê di nava şervanên YPGê de Diyar Delîla bû, 3 mehan beriya niha tevlî refên YPGê li herêma Kobanî bibû, ew duh (30ê Tîrmehê) li girekî nêzîkî gundên Cibnê û Hec Ismaîlan li rojavayê herêma Kobanî şehîd bû. +Her wiha peyamnêrê Rûdawê li herêma Kobanî got, ku di rojekê û 2 şevên borî de hejmara şehîdên YPGê di şerê DAIŞê de li gundên rojavayê herêma Kobanî gihîşt 15 şehîdan, 5 ji wan ji herêma Kobanî bûn, 5 jî ji Bakûrê Kurdistanê bûn û cenazeyên wan di deriyê sînorî re li herêma Kobanî derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn, 2 jî ji herêma Efrînê bûn şehîdek jî ji Başûrê Kurdistanê bû û 2 jê jî ereb bûn. +Tê zanîn, heta niha xortên Başûrê Kurdistanê di nav refên DAIŞ û komên radîkal ên îslamî yên li Sûriyê de dihatin kuştin lê ev cara yekemîn e ku xortekî Başûr li dijî DAIŞê û di nav refên YPGê de şehîd dibe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, li bajarokê Mexmûrê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê jî çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê hatine dîtin, ev jî bûye sedema tirs û fikarên welatiyên wir. Qaymeqamê Mexmûrê jî dibêje, heta niha DAIŞê ti zirarek nedane bajêr. + +Qaymeqamê Mexmûrê Îbrahîm Şêxellah ji Rûdawê re got, ji terorîstan re hatibû gotin ku artêşa Iraqê dê hêzên xwe derbasî devera Mexmûrê bike lewma komek ji wan duh hatibûn nêzîkî hêzên Pêşmerge û li wê derê 10 xulekan mabûn paşê vegeriyan û li wê deverê hinek kes jî tevlî xwe kiribûn. + +Îbrahîm Şêxellah diyar kir ku ti niyeteke çekdarên DAIŞê ya êrişkirina Mexmûrê tinebû û wiha got: ";Li gorî agahiyên me ti niyeteke wan tinebûye ku êrişî Mexmûrê bikin. Lê dîsa jî hêzên me yên li deverê bi şev û roj digerin û li hember her îhtimalekî amade ne. + +Qaymeqamê Mexmûrê her wiha li ser îdiaya ku dibêjin hêzên Pêşmerge ji Hewlêrê derbasî Mexmûrê bûne, got, ev nûçe rast nîne ji ber ku ew hêzên ku berê li vir bûn heman hêz in û ti hêzek ji Hewlêrê nehatiye vir. + +Îbrahîm Şêxellah eşkere kir ku ji ber hatina çekdarên DAIŞê xelk hinekî tirsiyabû lê beşek ji xelkê sivîl çek hildane û amadehiya xwe ji parastina bajarê xwe û Kurdistanê re nîşan dane. + +Şêxellah da zanîn, di çend rojên bê de dê li dora Mexmûrê xendeq bê lêdan. + +ل گۆر ڕۆژنامهیا یهنیشهفهقا نیزیکی هکوومهتا ترکیێ یه، وێ کۆمیتهیا شۆپاندنا پێڤاژۆیێ کو ژ ۲۷ ئهندامان پێک وهره د یهکێ ئیلۆنا ئیسال ده دهست بکارێ خوه بکه، و +ئهوێ د دو سهکرهتهریان ده یهک ل ئهنقهرێ و یهکی ل ههولێرێ ب ئاوایهکی ڕێخستنکری کار بکه، و ئوو دهربارێ کارێ خوه وێ ب پارتیێن پهرلهمانێ ڕه نیقاشان بکه، و +چ ئاستهنگ یان پرسگرێکێن کو دهربکهڤن ل کیژان ئالی به، ئهوێ چارهسهر بکن. +ل گۆر قانوونا پێڤاژۆیێ و نهخشهیا ڕێ کو هاتیه دانین، وێ کۆمیتهیا شۆپاندنا پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهری دهست پێبکە، ل سهر چارهسهرکرنا پرسگرێکێن کامپا ماخموورێ +کو هژمارا وان ۱۰ ههزار و چارسهد و ههیشتی و سسێ کهسن کار بکن، و وان پێل ب پێل ڤهگهرینن گوندێن وان،ههروها کۆمیتهیا شۆپاندنێ وێ ژ بۆ کو ۳ ههزار و ۹۷۱ +کهسێن کو گهریلا بوون و دهڤ ژ پهکهکێ بهردانه و دو ههزار و ۵۱۸ ئهندامێن پهکهکێ کو ل چیانه لێ شهر نهکرنه و پهکهکهییێن کو ۷۹۵ کهسینه و ل ئهورۆپا دمینن +ڤهگهرن ترکیێ و ژێرزهمینا قانوونی ژ وان ڕه بێ ئاماده کرن، خهباتێ خوه بکن. +ل گۆر ڕۆژنامهیا یهنیشهفهقێ پێویسته ڕۆژا یهکێ تهباخێ ده خهباتێن کۆمیتهیا پێڤاژۆیێ ل سهر دۆسیا خهلکێن کامپا مهخموورێ دهست پێ بکه، و د دهستپێکا مها جۆتمههێ +ده ۲۱ مالبات دهرباسی گوند و وارێن خوه ببن، و یێن مایی ژی پێویسته ههتا مها سوباتا بێ ده تهڤ ڤهگهرن ترکیێ، و ژ بۆ ۲ ههزار شهسهد و یازده خۆرتێن کو دهما +لهشکهریا وان هاتی، دو بژاره ههنه، یان ئهوێ لهشکهریا کۆتهکی یا دهولهتێ بکن، یان ژی ئهوێ ب پهرهیهکی کێم بهردێلیا وێ بدن، ههروها ئهو زارۆکێن کو ل کامپێ +دخوهندن ژی وێ ل دبستانێن ترکیێ ده خوهندنا خوه بهردهوام بکن. +ل گۆر ڕۆژنامهیێ وێ دهولهت ژ بۆ وان کهسێن کو ژ کامپا مهخموورێ ڤهگهرن جی و وارێن خوه و دخوازن پهز و دهورانا خوهدی بکن یان ژی چاندنیێ بکن، ئالیکاریان +بکه، و فۆنهکی ژ وان ڕه ل پانکان ڤهکن، و وێ ژێرزهمینهکی یاسایی و قانوونی ژ بۆ کو ئهو کهسێن ڤهدگهرن ترکیێ کو کاربن سیاسهتێ بکن، چێبکه. +ههروها ل گۆر نهخشهیا قانوونا پێڤاژۆیا ئاشتی، ئهو کهسێن کو بهرێ ل زانینگههێن ترکیێ دخوهندن و خوهندنا خوه بهردان و تهڤلی هێزێن گهریلا بوون، لێ تهڤلی شهر +نهبوونه و د ئهنجاما ڤێ قانوونێ ده ڤهگهرین ترکیێ ، وێ دهولهت ڕێ بده وان کو، جارهکه دن ل ههمان زانینگههان خوهندنێن خوه بهردهوام بکن، و وێ کورسێن جڤاکسازی +و چاکسازیێ ژ وان ڕه لداربخینه و جارهکه دن وان تهڤلی جڤاکێ بکه، لێ ژ بۆ ڕایهدار و ئهندامێن پهکهکێ یێن کو شهر کرنه و برێڤه برنه، وێ وهلاتهکی سیهم ژ وان ڕه بێ +هلبژارتن، و چارهسهرکرنا دۆسیا وان ئهوێ بمینه داویا پێڤاژۆیێ. + +حسچ ل ژێر دەستێ ی.پ.گ دە یە +ژێدەرەکی ژ باژارێ حەسەکێ نە خوەست ناڤێ خوە ئەشکەرە بکە ، ژ تورا مەدیا رووداو رە راگەهاند : +د ڤان دوو رۆژێن داوی دە ب رەنگەک بەر چاڤ باژارێ حسچە کەتیە ژێر دەستێ هێزێن ی.پ.گ دە ، و ی.پ.گ چالاکیێن بەرچاڤ د باژێر دە دکە . +یەک ژ ڤان چالاکیان دوهـ دەمژمێر 6 ئێڤارێ خوەپێشاندانەکا لەشکەری یا هێزێن ی.پ.گ د ناڤ باژارێ حەسەکێ دە هاتە ئەنجامدان ، د ڤێ خوەپێشاندانا هان دە هێژمارەکا +مەزن ژ ئۆتۆمبیلێن بارکری ب شەرڤانێن ی.پ.گ یێن چەکدار و ئال سلوگانێن ی.پ.گ بلند دکرن ، وەک ، بژی سەرۆک ئاپو ، و ناڤێن وەک بەرخوەدانان ی.پ.گ و +بەرخوەدانان حەسەکێ د هاتە بهیستن . +لێ د ناڤا ئوتومبێلێن خوەپێشاندێرێن ی.پ.گ دە ، ئوتومبێلەکا سەر ب هێزێن سوتورو یا سوریانان ڤە د هاتە خویارکن . +تێ زانین تاخێن باژارێ حەسەکێ "مشیرفە، تل حەجەر ، سالحیە، عزیزیە ، مفتی ، کەلاسە ، ناسرە ، غویران و نەشوە غەربی و شەرقی، مساکن و چەند تاخێن دن یێن +پچووک هەنە " +هەرسێ تاخێن تل حەجەر و سالحیە و موفتی تاخێن کوردانە و تاخێن کەلاسە و ناسرە پرانیا وان کوردن و غویران و نەشوا شەرقی و یا غەربی عەرەب نشینن کێم کورد د ناڤا +وان دە هەنە ، و هەردوو تاخێن عەزیزیە و مەساکن تێکەلن ژ کورد و عەرەب و سریانان +ل باژارێ حسچ نێزی 10 بارەگەهێن ئەولەهی یێن رژیمێ د باژێر دە هانە ، وەک بارەگەها ئەمن دەولە و ئەمن جەوی ئەمن عەسکەری و هەتا داو ، هێزێن رژیمی ل +باژارێ حەسەکێ ب تەنێ د بارەگەهێن خوە یێن ئەولەهیێ دە مانە و رێبەندێن ب کیسێن خیز و خوەلیێ ل پێشیا بارەگەهێن خوە بلند کرنە . +د ڤان چەند رۆژێن داو دە ، هێزێن ی.پ.گ ب ئازاد د ناڤا باژێر دە دگەرن و حەتا دەردورا باژارێ و چەند کم د گوندەوارێن باژێر دە دگەرن . +شەش دەروازە و دەریێن سەرەکی یێن باژارێ حەسەکێ هەنە ، تێن کونترۆل کرن یان ژ ئالیێ داعش یان رژیم یا ی.پ.گ ڤە . +د ناڤا هێزین ی.پ.گ و داعش دە شەر پەڤچوون بەردەوامە و رژیم ژی جار جاران ب توپێن دوور هاڤێژ توپان تاڤێژە داعش ، ئیرۆ سێ گولێن هاون ب سەر تاخا نشەوە +غەربی دە کەتن و د ئەنجام دە ژنەک و سێ زارۆکێن خوە ژیانا خوە ژ دەست دان و 14 کەسێن دن ژی بریندار بوون و پرانیا وان نها د نەخوەشخانەیا حکمە یا باژارێ +حەسەکێ دە نە و ل گوری ژێدەرێ ژ رووداوێ رە راگەهاندی ژێدەرێ ڤان توپان ژی هێزێن داعش بوون . + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di şerê li dijî rêxitsina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de li rojavayê herêma Kobanî, 14 şervanên wan şehîd ketine. + +Ji 2yê tîrmehê ve, çekdarên DAÎŞê ji başûrê, rojhilat û rojava êrîşê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha dest danîne ser 7 gundên herêmê. + +Pêr, 30 tîrmehê, şerekî giran di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê de li gundê Şiûx, Cib el-Ferec, Getaş û Cidîde li rojavayê Kobanî derketibû ku heta demjimêrên duh sibê berdewam kiribû. + +Di wî şerî de 35 çekdarên rêxistina DAÎŞ hatibûn kuştin. + +Li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, lê navenda ragihandina YPG di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan 120 çekdarên DAÎŞ di nav wan de 3 emîrên rêxistina navborî di wî şerî de kuştine. + +Navenda Ragihandina YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk e (PYD), di daxuyaniya xwe de ragihand jî ku di şerê li dijî DAÎŞê de li gundên rojavayê Kobanî 14 şervanên wan û hemwelatiyek ji gundê Zirkutik şehîd ketin, din nav wan de du endamên Yekîneyên Paratsina Jinê (YPJ) jî hene. + +Herwiha duh, 31ê tîrmehê, YPG termê 5 ji wan şervanên xwe yên li Kobanî şehîd ketibûn derbasî Bakurê Kurdistanê kirin da li zêya xwe bên veşartin. + +Li gor daxuyaniye YPG jî, di nava şervanên wê yên ku şehîd ketine de, şervanek bi navê Dilgeş Ehmed ku xelkê îdareya Germiyan li Başûrê Kurdistanê, 2 şervan ji Efrînê û 2 şervanên Ereb jî yên tevlî YPG bûne, hene. + +Ev êrîşên DAÎŞê li ser herêma Kobanî û gundewarên derdora wê piştî wê yekê tê ku berî çend meh an, emîrekî DAÎŞê di gotareke roja înê de ragihand ku ew dê herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê jî kontrol bikin da tevlî sînorê ";dewleta"; xwe bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayî (DYA) û Kurd dibêjin ku bo pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi çekên pêşkeftî heye. +Ajansa Reutersê li ser zanyarirê berpirsekî Kurd ragihandiye ku, şanda Herêma Kurdistanê ku di destpêka meha borî de serdana DYA kiribû, ew pirs ligel Washingtonê gotûbêj kirine. Berpirsên DYAyî jî dibêjin ku ew jî li rêyên bihêzkirina bergiriya Kurdistanê digerin. + +Li gor axaftina berpirsên Herêma Kurdistanê, alîkariya DYA bo Hêzên Pêşmerge gellekî pêwîste bo rûbirûbûna çekdarên rêxitsina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), ku di 9ê hezîranê de dest danîn ser bajarê Mûsilê û çend navçeyên din. Ji wê demê ve rûbirûbûneke berdewam di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de heye. + +Ew alîkariyên leşkerî yên ku Herêma Kurdistanê ji DYA dixwaze, pêk hatine ji: Tank, çekên nîşançî, otombîlên gulle nebir, top, kilavên leşkerî yên gulle nebir, tankerên veguhsetina sûtemeniyê, tankerên veguhsetina leşkeran û ambulans. + +Berpirsên DYAyî dibêjin ku ew li rêyên dayîna alîkariyê bi Herêma Kurdistanê digerin da bikaribe, Herêma Kurdistanê, bergiriyê li xwe bike. Lê nayê pêşbînî kirin ku DYA heman alîkariya leşkerî ya ku dide hikûmeta Iraqê ya federal, bide Herêma Kurdistanê jî. + +Bi sedema nakokiyên tund ku di navbera Herêma Kurdistanê û serokwezîrê kar bi rêkir ê Iraqê Nûrî Malikî de hene, li ser budce û petrol û axê, DYA ji wê yekê ditirse ku alîkarîkirina Herêma Kurdistanê bi çekan bibe pêşîneke metirsîdar, ji ber ku li ser hesabê hikûmeteke hevpeymana DYA dibe, wek ku ajansa Reutersê şîrove dike. + +Berpirsekî DYAyî ji wezareta derve ya wî welatî, ku nexwestiye navê wî bê belav kirin ragihand: ";Pêşkêş kirina alîkariyên ewlekarî bi rêya bernameya firotina çekên amerîkî bo derve û alîkariya darayî û leşkerî dibe bi hemahengî ligel hikûmeta navendî ya Iraqê be."; + +Herwiha ew berpirs dibêje: ";DYA berî niha hinek alîkariyên rasterast daye hêzên Kurdî, bi hemahengî ligel hikûmeta navendî ya Iraqê."; + + +Zumar (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge her 6 binkeyên polîsên petrolê yên Iraqê li bajarokê Zumar ji dest DAÎŞê desrxistin û 20 çekdarên DAÎŞ kuştin û 30yî din jî bi dîl girtin. + +Berpirsê tev û liva fermandeya Hêzên Sefîn, Karesul Gerdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro sibehê şer di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên parastina petrolê yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve derket, piştî ku DAÎŞê polîsek kuşt û 2yê din jî birîndar kirin, polîsên parastina petrolê ji binkeyên xwe revîn. + +Karesul Gerdî diyar kir ku: ";Hêzên lîwaya 8 ya Hêzên Fermandeya Dihok û Hêzên Fermandeya Sefîn bi hevbeşî êrîşeke 3 qolî li dijî DAÎŞ encamdan û gundê Berdye û Ehmed Axa ji dest çekdarên DAÎŞê derxistin."; + +Navborî aşker kir ku pişît wî şerî, Hêzên Pêşmerge 20 çekdarên DAÎŞê kuştin û 30yî din bi dîl girtin û heta niha şer û pevçûn berdewamin, lê kêmtir bûye û dibe ku heta demjimêrekî din bidawî bê. + +Wî berpirsî amaje kir ku, li navçeya Zumar di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de kêmtir ji 500 metir heye, wan xwe li çend xaniyan veşartiye û ew xanî jî malbat di nava wan de hene, ji ber vê yekê em nikarin gelek pêş bikevin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva Serokê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyeyê (Îtilaf) da û tohmetên wî yên li ser YPGê red kir. + +YPGê daxuyaniya serokê Îtilafa Sûriyeyê Hadî el-Behra ,ku gotibû YPG bi hemahengiyê ligel hêzên hikûmeta Sûriyeyê taxa Xiwêran li Hesekê topbaran kiriye, red kir û got ku El-Behra bi vê daxuyaniyê dixwaze tawanên DAIŞê li hember gelê Sûriyeyê bi taybet li hember gelê Kurd veşêre ji ber ku DAIŞê piştî ku fewca Mêlebiyê kontrol kir taxên Hesekê topbaran kirin. + +YPGê ragihand ku Îtilafa Sûriyeyê rûyê siyasî yê DAIŞê ye û ji fraksiyonên kurdî di Îtilafê de xwest ku helwesta xwe li hember gotinên El-Behra diyar bikin. + +YPGê destnîşan kir ku êdî sebra wan "ji van gotinên neberpirsiyar" nemaye û tekez kir ku tevî hewlên dilnexwazan dê hemû pêkhateyên Hesekê biparêzin. + +Berî çend rojan hêzên rêjîma Sûriyeyê ji Hesekê vekişiyabûn û pirraniya bajêr ji bilî çend taxan ketibû destê YPGê. Duh jî hinek taxên Hesekê hatin topbarankirin, YPGê rêxistina DAIŞê bi avêtina van topan tohmetbar dike. + +Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku ev 28 salên wî ye ji Rojavayê Kurdistanê deretiye û li welatê Almanya li xerîbiyê dijî, lê dema mirov guhdariya Xêro Ebas dike, nizane ku hewqas sal dûrî gund û warê xwe ketiye. Wî şêwezarê ku herêma wî pê diaxife parastiye û dûriyê bandor li ser zimanê wî nekiriye. + +Xêro Ebas ku bi dengê xwe stûr û stranên xwe yên xembar tê naskirin, behsa destpêka karên xwe yên hunerî dike û ji ber çi, ji cih û warê xwe bar kir û berê xwe da xerîbiyê... + +Berê wî jî stran dinivîsî lê wek dibêje, yê ku piştgiriya hunera wî kir û hişt bibe hunermend Koma Berxwedan bû ku yek ji organên hunerî yên girêdayî PKKê bûn ku wê demê li Almanya hêza wê hebû... + +Xêro Ebas dibêje, wî ti carî xwe tevlî karê siyasî nekiriye û naxwaze tevlî bibe û bi gotina wî, hin caran ew di siyastê de diaxife lê ew nizane behsa çi dike. Lê ew êşa gelê xwe baş dizane... + +Nameya hunermendan berî herî tiştî, nameyeke mirovî ye û hunermendên Kurd jî li kêleka wê, nameyên neteweyî jî dişîne, lewma em dibînin ku Xêro Ebas ê bavê keç û kurekî, carina ji bo netewe û carina ji bo evînî û mirovahiyê stran gotine. + +Dihok (Rûdaw) – Jibilî ku qewl û sebeqên kurdên êzîdî bi kurdî ne cejn û helkeftên wan jî li gorî mercên sirûşta Kurdistanê ne. +Yek ji taybetmendiyên kurdên êzîdî jî ew e ku divê şopînerên vê ayînê bi ava Kaniya Spî bên şûştin. +Li gorî ola êzîdîtiyê, yên ku bi ava Kaniya Spî tên şûştin paqij dibin û divê her êzîdiyek di jiyê xwe de were paqijkirin. +Ava Kaniya Spî li nav êzîdiyan de aveke pîroz e lewma heta kurdên êzîdî bi vê avê neyên şûştin îmana wan kêm dimîne. + +VT-01082014-Eizidyen Rojava Li Bashor Penaberen-Duhok-BOX +Vt-01082014-ezidiyen rojava li bashorn-duhok +Kamîraman..hejar xorşîd +Întro +Em gelek axivîn ser penaberên li kamên başûrê kurdisatnê ,gazind û arîşe û şahî û xemgîniya wan me rûmalkir, +lê kurdên êzîdî ko 76 malên wan li komlegeha şariya ya ser bi duhokê ve ye akincî bûne, ka çawa dijîn ,rewşa wan çawa derbas dibe. +Kamîreya rûdawê dibe yekmîn kamîre derbasî malên êzîdiyên rojava yê kurdistanê li komlgeha şariya dibe û rewşa wan dişopîne +Kesayet¤WA0 4800 +Dilgeş bingeha laleş +Şukrî penaber¤WA1 4856 +Ca rinde penaber¤WA2 4856 +text +Êzdiyên rojava yê kurdistanê bi bêtiriya xwe li devera şengal û komelgeha şariya bi cih bûne ko navê wan li bingeha laleş tomarkirîne û ew bingeh bû ye xala girêdana navbera penaberên êzîdî û rêkxirawên hawar çûnê de +Êzîdiyên penaber nema îdî Karin vegerin malê xwe ta kesê ko ji wan jiyana xwe ji dest da ye rê tune ye go li rojava yê kurdistanê bê veşartin +Êzîdî mîna penaberên rojava yê kurdistanê bi giştî ji rewşa xwe dilgiranin û îdî tu çara ye box we nabînin +Tevlî ko hejmara êzîdiyên penaber kême lê ew dibêjin tenê di ware kiriya xaniyan de alîkarî bi wan re hatiye kirin + +Kobanê (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku wek baskê çekdarî yê PYDê tê naskirin, ragihand ku girê Zagros û mala Birkil Giclo ji destê DAIŞê derxistiye. + +Di heyama 24 saetên borî de li gundên rojavayê herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera hêzên YPG û çekdarên DAIŞê de derket. + +Li gorî daxuyaniya YPGê, di wî şerî de 150 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 75 çekdarên din jî birîndar bûne. + +Hat gotin ku DAIŞê birîndarên xwe birine nexweşxaneya bajarê Cerablusê. + +Dîlok (Rûdaw) - Îro piştî mitînga Namzede Serokomariyê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Dîlokê (Antep) konvoya wî rastî êrişa çekdarî hat, di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. + +Li gorî medyaya Tirkiyê, bûyer îro evarê saet 17.45 li Kolana Şofor Alî ya bajêr çebû. Pîşti mîntînga namzedê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş, konyvoya berê xwe da navçeya Şehîtkamil a Dîlokê lê di rê de konvoy rastî êrişa çekdarî hat. + +Dî êrişê de 3 kes birîndar bûn ku ji wan Mahmut Erkan û Mahmut Altundag di konyvoyê de bûn û jina bi navê Zeliha Ozsan jî bi tesaduf rastî êrişê hatibû. +Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxanê û rewşa wan jî baş e. +Piştî êrişê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin, piştî temaşekirina kamerayên ewlehiyê nasnameya êrişkerandiyar bû û hewlên girtina wan dest pê kir. + +VT-31072014-Penaber U Chuna Bashur-Beyrut-Lubnan-Box +1- Welîd Hac Xelîl: Penaberekî Rojavayê Kurdistanê. +2- Serdar Heyder: Penaberekî Rojavayê Kurdistanê. +3- Dara Şemdîn: Penaberekî Rojavayê Kurdistanê. +¤WA0 4808 +Penaberên Rojavayê Kurdistanê ji rewşa xwe ya penaberiyê li Libnanê ne razî ne, +û gelek ji wan dixwazin ku biçin Başûrê Kurdistanê, yê ku di nava geşedan û aramiyê de ye, û derfetên kar û jiyanê lê baştir in. +Ev penaber ên ku hin ji wan karkir, xwendevan, pîşesaz û wekî din in, sedemên wan ên curecur hene ku ji ber wan ew nikarin biçin Başûr. +Hin bê pasport in. Hin ji ber DAIŞê û hêzên din nikarin biçin Sûriyê û ji wir biçin Başûr, û hin jî fêrî Libnanê bûne, û ji xwe re, projeyên kar, lê damezirandine. +Ji ber şerê li Sûriyê, ji hezaran mirovên sûrî û Rojavayê Kurdistanê re, kêşe derketine, û jiyana wan di nava rewşên aloz û dijwar ên koçberiyê de, tevlihev bûye. +Penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê, ku dixwazin biçin Başûr û nikarin, dê her di vê rewşê de bin, heta ku riyeke çareseriyê ji wan re, peyda bibe, ku wan veguhêze rewşeke baştir. + + +Dihok (Rûdaw) – Li gundê Bakirmanê yê bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê pîremêrê bi navê Hacî Casim wek mirovê herî pîr ê Başûrê Kurdistanê tê zanîn. Hacî Casim ku jiyê wî ji 120 salan zêdetir e dibêje, ez dixwazim beriya ku bimirim dewleta kurdî bibînim! + +Pîremêrê bi navê Hacî Casim, ku temenê wî ji 120 salî zêdetir e û li gundê Bakirmanê dijî, wek pîrtirîn mirovê Başûrê Kurdistanê tê zanîn. + +Ew xwediyê 73 zarok, nevî û nevçirkan e lê heta niha jî li ser xwe ye û ji nav bax û rezên xwe dernakeve… + +Serê Hacî Casim biçe rojî û nimêjên wî naçin… + +Mûsil (Rûdaw) – Li devera Zûmarê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 13 pêşmerge şehîd bûn. + +Jêderekî ji fewca 2 a lîwaya 8 a hêzên Pêşmerge ku parastina devera Zûmarê dikin, ji Rûdawê re got, îşev li gundê Xirabtînê li rojavayê Zûmarê di şerê DAIŞê de 13 pêşmerge şehîd bûn û yek jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, hêzên pêşmerge îro danê sibê du girkên biçûk girtibûn lê DAIŞê dîsa ji wan stand lewma hêzên pêşmerge îşev xwestin wê derê bigirin lê di şer de ewqas pêşmerge şehîd bûn. + +Wî jêderî da zanîn, lê di dawiyê de ew her du girkên biçûk dîsa ketin destê pêşmergeyan. +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, li ser bûyerên li Rojhilata Navîn didomin de wiha got: "Tiştên ku tên kirin li ser navê misilmantiyê tên kirin, lê tu eleqeya wan bi misilmantiyê re tuneye." +Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu yê, Zana duhî li Elîhê (Batman) beşdarî merasima vekirina parkekê bû. +Ji xeynî Zanayê, Parlamentera HDPyê ya Batmanê Ayla Akat Ata, Serokê Şaredariya Batmanê Sabri Ozdemir û Seroka Yekîtiya Êzîdiyên Ewropayê Leyla Ferman jî li beşdarî merasimê bûn. +Zana di merasimê de bi kurdî axivî û wiha got: "Ez bawer im gelê me dê 40 salên din jî ji bo demokrasiyê têkoşînê bide." +Zanayê derbarê bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin de jî wiha got: "Îro çar aliyên Rojhilata Navîn dişewite. Misilman misilmanan qetil dike. Tu baweriyek rê nade tiştekî wiha. Tiştên ku tên kirin li ser navê misilmantiyê tên kirin, lê tu eleqeya wan bi misilmantiyê re tuneye. Ha li Kobanê, ha li Mûsilê, agirê li vir kurdan jî dişewitîne. Kurdên ku ji bo xwe têkoşînê didin ji bo Rojhilata Navîn jî têkoşînê didin." +Li gorî nûçeyê, piştî axaftinan park hat vekirin. + +Piştî vekişîna dam û dezgehên hikûmeta Sûriyê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hewl û bizavên damezrandina rêveberiyeke hevbeş di navbera pêkhateyên bajêr de tên kirin. +Di çarçoveya van hewl û bizavan de biryar e roja şemiyê saet pênc û nîvê paş nîvro, her du encûmnên Rojvayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî û Encûmena Gel li bajarê Hesekê li hev bicivin û mijara damezrandina rêvebriyeke hevbeş ji bo Hesekê guftûgo dikin. +Çavkaniyeke xwecihî taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku civîna di navbera her du Encûmenan de wê mijara damezrandina Rêveberiyeke hevbeş di navbera pêkhateyên Hesekê de ji bo rêvebirina karûbarên bajêr guftûgo bike. +Heman çavkaniyê da zanîn ku roja înê şandeke Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd kiribû û ji Encûmnê xwestibû ku 2 nûnerên xwe destnîşan bike da ku ligel Rêveberiya Xweser mijara rêveberiyeke hevbeş ji bo bajarê Hesekê guftûgo bike. +Çavkaniya taybet diyar kir ku piştî Encûmena Niştimanî ya Kurd red kir ligel Rêveberiya Xweser bicive, TEV-DEMê qebûl kir ku hevdîtin bi navê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê bi Encûmena Niştimanî re bê lidarxistin. +Heman çavkaniyaa taybet ji Rûdawê re aşkere kir ku şeva roja înê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, nimayişeke leşkerî li Taxa Ezîziyê li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê kiribû û ev yek bibû cihê dilgiranî û diltengiya akinciyên Taxa navborî ku pirraniya wan ereb in. +Her li gor zanyariyên çavkaniya taybet, pirraniya serbaz, efser û karmendên hikûmeta Sûriyê ji nav bajêr hatine derxistin û hinek ji wan bi firokeyan hatine veguhestin, lê heta niha hebûna rejîma Sûriyê di nava balexaneya Parêzgeriyê û derdora wê de heye. +Derbarê zanyariyên ku dibêjin, parêzgarê Hesekê niha li çargoşeya ewlekariyê li bajarê Qamişlo yan jî li Rimêlan di jêr parastina hêzên YPGê û Asayişê de bicî dibe, çavkaniyê diyar kir ku heta niha ev zanyarî ne hatine piştrastkirin û her wiha diyar kir ku rêbendên asê yên li derdora balexaneya parêzgeriya Hesekê tên vedan diyar dikin ku berpirsekî mezin yê hikûmeta Sûriyê hîn li nav balexaneyê ye. +Derbarê rêbendên berê yên hêzên hikûmeta Sûriyê li nav bajarê Hesekê û derdora wî, çavkaniyê tekez kir ku niha ew rêbend bi tevahî di jêr kontrola YPGê de ne û herwiha tekez kir ku ti şer û pevçûn di nava bajarê Hesekê de der neketine û şerê hêzên YPGê û DAÎŞê tenê li derveyî bajêr encam didin. +Bajarê Hesekê yê Rojavayê kurdistanê, 95 kîlometroyan li başûrê rojavayê bajarê Qamişlo, navenda parêzgiha Cizîrê ye ku mezintirîn herêma Rojavayê Kurdistanê ye û ji bilî kurdan, hejmareke mezin ji ereb, xiristyan û hin pêkhateyên din jî lê niştecî ne. +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên Iraqê Zûmar û Keskê bombebaran dike, pêşmerge ji herdu cihan vekişiyan. +Heta danê nîvro şerê di navbera pêşmerge û DAIŞê de berdewam bû û ji aliyên din jî balafirên Iraqê yên şerî dest bi bombebaranê li ser komên çekdarên DAIŞê kir. Şer heta niha didome. +Li gorî agahiyên bi dest peyamnêrê Rûdawê ketî, îro fermandarekî pêşmergeyan şehîd bû û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. Pêşmergeyên birîndar, bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Zaxoyê. +Dîsa li gorî agahiyan, çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) serbazgeha Keskê desteser kir û bombebarana balafirên şerî yên Iraqê jî didome. +Herwiha li navçeyên Seidîye û Celewla balafirên artêşa Iraqê çekdarên DAIŞê bombebaran kir. + + +Ormiye (Rûdaw) - Navên tevahiya qadên bajarê Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo zimanê azerî hatin guhertin. + +Di rojên bihurî de Şaredariya Ormiyê ferman dabû navên wan taxên bajêr ên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsîn, divê bibin azerî ji ber vê jî navên hemû tabelayên dikan û kolanan ên ku bi zimanê kurdî jî hatibûn nivîsandin, bûn azerî. + +Li gorî çalakvanên Ormiyê, Şaredariya Ormiyê bi piştgrî û pilana berpirsiyarên hikûmetê li Parêzgeha Ormiyê, tabelayên dikan û navendên ku bi ziman û nasnameya kurdî û farsî hatibûn nivîsandin bi tevahî rakirin û li cihê wan tabelayên bi zimanê azerî daliqandin. + +Li gorî agahiyan, ev pêvajo ku 4 roj bûn dest pê kiribû îro bidawî hat. + +Her wiha li gorî fermana şaredariyê ku pirraniya rayedar û karmendên wê azerî ne, ji rêveberên herêmî hatiye xwestin mafê ti kesî nîne ku tabelayên kurdî bi dikvanên xwe ve daliqînin û hevdem navên tax, qad û gundên girêdayî bajêr jî bo zimanê azerî hatin guherandin. + +Ev biryara Şaredariya Ormiyê û pilanên din ên bi vî awayî rastî nerazîbûna tund a çalakvanên sivîl û siyasî yên kurd li derve û hundir hatiye. + +Çalakvan ev kiryarên han, wek hewldana ji bo jiholêrakirina nasnameya kurdî ya bajarê Ormiyê û bajarên din ên vê parêzgehê dizanin. + +Li gorî çalakvanên kurd, desthilata zêde ya rêveberên parêzgehê û îmkanên wan bi piştgiriya dewletê yek ji sedemên van gav û hewldanên neaşitiyane ne. + + + + +Girkê Legê (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku artêşa wan dê bibe ";baştirîn artêşa Rojhilat Navîn";. + +Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Saroxan îro li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê di civînekê de li ser qanûna serbaziya neçarî ku wek ";Qanûna Xweparastinê"; tê binavkirin, got ku ew qanûn organîzekirina civakê ye ji ber ku parastin erkek exlaqî û civakî ye û ev jî dikeve ser milê hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê. + +Ebdulkerîm Saroxan her wiha ragihand ku ew artêşa ku ew ava bikin dê navê wê bibe ";Artêşa Rojavayê Kurdistanê"; û wiha got: Ew artêş dê bibe mînaka hemû Rojhilata Navîn."; + +Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 9 partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê û hinek partiyên din ên Rojava li dijî qanûna serbaziya neçarî ya kantonên Cizîre, Efrîn û Kobanê ne. + +Li gorî wê qanûnê, her kesê ku temenê wî/wê têrê bike divê serbaziya xwe bike lê li gorî wan partiyên ku vê qanûnê qebûl nakin, PYD dixwaze bi vê yekê xelkê ji Rojava bide koçberkirin. + +Batman (Rûdaw) – Li gundekî navçeya Hezoyê ya Batmanê li Bakurê Kurdistanê, ";kesekî dîn"; gundî da ber gulleyan, di bûyerê de herî kêm 8 kes mirin. +Li gorî medyaya Tirkiyê, îşev li gundê Suphiya yê girêdayî navçeya Hezoyê ya Batmanê, şivanê gund ku dibêjin dîn bûye bi tivinga nêçîrê gulle berda gundiyan. +Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Hat gotin birîndar birine nexweşxaneya Batmanê û di nav miriyan de 3 jin jî hene. +Hat gotin, êrişker piştî bûyerê reviyaye lê hêzên ewlehiyê li pey wî digerin. +Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê tijî nav gund bûn û tedbîrên tund girtin. +Li Şengalê di navbera Pêşmerge û DAIŞê de şerekî xurt destpêkir. Hêzên pêşmergeyan ji bo piştgiriyê ber bi wê navçeyê ve diçin. +Herwiha televizyona El-Iraqiyeyê ragihand ku çekdarên DAIŞê tirba Seyd Zeyinebiyan teqand. +Ji bo agahiyên Rûdaw... + + +سێت ئاپ +خەلكێن وان گوندێن شەر لێ مالێن خوە چولكرینە و ملبملێ پێشمەرگەی شەر دكەن . +لێدوان\ وەلاتیەك +دشەری دا هەردوو لا زیان هەبوون، لێ زیانێن داعش نەهاتینە زانین و ل گوری زانیاریان زیانێن پێشمەرگەی 13 شەهید و 5 بریندارن. +لێدوان\نەقیبەك +پێشمەرگەیێن خانەنشین ژی چەك هەمبەری داعش هەلگرتینە و دیار دكەن هندی چەكدارێن داعش ل هەمبەری وان هەبن ئەوێ دژی وان بۆ پاراستنا ئاخا باشوورێ كوردستانێ شەر بكەن . +لێدوان\ پێشمەرگەك +شەر بەردەوامە لێ ل گوری زانیاریێن دەست تورا میدیایا روداو كەتین ل دەڤەرا كەسكێ چەكدارێن داعش هەولا خوە ڤەكێشانێ دكەن و پێشمەرگە شیاینە كونترولێ ل سەر وێ دەڤەرێ بكەن و بتنێ یەك شەهید دایە هەمبەر كو زورینەیا چەكدارێن داعش كوشتی و ئیخسیر كرینە . + +نونەرتیا ئەنجوومەنا نیشتیمانی یا کوردی ل ھەرێما کۆبانی ، دبێژە خەلکێ ھەرێما کۆبانی د رەوشە گەلەک مەترسیداردە دژین ، ژبوی وێ بانگ ل ھێزێن ناڤنەتەوی و کوردستانی و ب تایبەتی حکوومەتا باشوورێ کوردستانێ دکە، کو پشتگری و ئالیکاریا گەلێ کورد بکن ل ھەرێما کۆبانێ و رۆژاڤایێ کوردستانێ . + +Hewlêr (Rûdaw)- Meclisa Hewldana Partiyeke Kurdistanî ragihand: ";Di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê em dengê xwe nadin tu namzedan’’ +Hewldana Partiyeke Kurdistanî di daxuyaniya xwe ya derbarê hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de dibêje ku, her sê namzedên heyî jî, bernameyeka wan ya ku azadiyê, mafên miletê kurd, wekhevî û demokrasiye diparêze tune ye. +Hewldana Partiyeke Kurdistanî wiha berdewam dike, ";Em nabêjin ku helbijartina serokomariya Tirkiyeyê ‘’me eleqedar nake’’. Bi rastî jî Serokomarekî ku karibe rêya azadî, demokrasî, çareserî û paşerojeke adil bihûne û xurt bike hebe, em dê dengê xwe bidinê. Serokomarekî karibe van daxwazên ku em ê li jêr rêz bikin ku ew daxwazên miletê kurd û gelên li Tirkiyeyê ne, biparêze û pêk bîne hebe, helbet em dê rayên xwe bidinê.’’ +Hewldana Partiyeke Kurdistanî derbarê her sê namzedan de jî bîr û rayên xwe tîne zimanî û dibêje ku, ";Ekmeleddin Ihsanoglu, ji aliyê dor û berên şowen, faşîst û nijadperestên wek CHP, MHPê û hinekên dinê ve namzed hatiye nişandan. Ihsanoglu, di gotina xwe ya pêşî de bêhurmetiyeke mezin li zimanê kurdî kir. Miletê kurd wî û wan dor û berên ku li pişta wî ne jî baş nasdike û dê rayên xwe nedin Ihsanoglu."; +Hewldana Partiyeke Kurdistanî, hin gavên erênî yên Recep Tayyip Erdogan qebûl dike, lê belê ji ber sedemên li jêr dê piştgitiya wî jî neke: +";Erdogan bi tifaqa li gel MITê û Serokerkaniya Tirkiyeyê re, pirsa bi hezaran kuştiyên ku bi navê ‘qesas nediyar’ têne zanîn, bincil kiriye. Erdogan ji bo ‘berjewendiyên bilind yên dewleta xwe’, dest neavêtiye vê dosyaya ‘qesas nediyaran’. +Erdogan di qetlîma Roboskîyê de bi awayekî eşkere piştgiriya faîlên vê qetlîamê kiriye. Serokerkanê Tirkiyeyê û Erdogan şirîkên vê qetlîamê nin. Roboskî nişana wê yekê ye ku Erdogan dê di rojên pêş de jî ji bo ‘berjewendiyên dewleta xwe’ dikare qetlîamên mezintir pêkbîne û veşêre. Erdogan li gor siyaset û viyana xwe ya dîktatoriyetiyê ya ‘yek milet, yek dewlet, yek al’ê, ya neo-osmanlicîtiyê û bi fikrên ku bi Tirkîyetiyeke Sunne Îslamiyetê ve hûnandî dixwaze dewletê ji nû ve organize bike. Em dibêjin ku ji ber van sedemana divê em dengê xwe nedine Erdogan."; +Hewldana Partiyeke Kurdistanî dibêje ";HDP bi gotin û bername û kiryarên xwe ve dixwaze xebata miletê kurd ya ji 200 salî û heta îro ku li ser bingeha xeta neteweyî dimeşe tasfiye bike û di nava ‘Tirkîyeyîbûnê’ de bihelîne’’ û sedemên dengnedayina Selahattin Demirtaş jî bi vî awayî tîne zimên: +"Em li gel wê yekê bûn ku hemû kurd û Kurdistanî bikaribin bi hemahengî û bi yekgirtineke neteweyî namzedekî hevpar derxînin. Lê mixabin him ji ber astengiyên qanûnî, him jî ji ber siyasetên xelet ev yeka pêk nehat. Divê miletê kurd ji vê helwest û siyaseta xelet re bibêje ‘na’. Divê miletê kurd ji Selahattin Demirtaş û partiya wî re bibêje ‘ew ên ku mafê dewletbûn û xwedî statûbûyîna miletê kurd neparêzin, ew ên ku keda birêxistinbûnê ya milêtê kurd di nava Tirkîyeyîbûnê de bihelînin, ew ên ku tu derdê wan yê yekitiya neteweyî tune bin, em jî wek nûnerê xwe qebûl nakin, em denge xwe nadinê.’’ +Hewlêr (Rûdaw)- Çekên giran bi rêya Balafirgeha Hewlêrê hatin û dê di demekî kurt de li pêşmergeyan bên belavkirin. +Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku ji bo şerî, çekên giran bi rêya Balafirgeha Hewlêrê hatin û dê di demekî herî kurt de li pêşmergeyan bê parvekirin. +Berpirsê ragihandina Wezarta Pêşmerge Helgurt Hikmet ji Rûdawê re got, çekên giran hene û em dikarin li hemberî DAIŞê bikarbînin. +Herwiha Hikmet got: ";Pêşmerge li benda fermana Barzanî ne ku pêşiya êrişan bigirin."; +Dîsa lo gorî agahiyên dest bi Rûdawê ketî, Wezîrê Pêşmerge û fermandar di civînê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekên giran bi rêya Balafirgeha Hewlêrê hatin û dê di demekî kurt de li pêşmergeyan bên belavkirin. +Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku ji bo şerî, çekên giran bi rêya Balafirgeha Hewlêrê hatin û dê di demekî herî kurt de li pêşmergeyan bê parvekirin. +Berpirsê ragihandina Wezarta Pêşmerge Helgurt Hikmet ji Rûdawê re got, çekên giran hene û em dikarin li hemberî DAIŞê bikarbînin. +Herwiha Hikmet got: ";Pêşmerge li benda fermana Barzanî ne ku pêşiya êrişan bigirin."; +Dîsa lo gorî agahiyên dest bi Rûdawê ketî, Wezîrê Pêşmerge û fermandar di civînê de ne. + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamekî PDKê îdiaya ku dibêje ";DAIŞê bi temamî dest daniye ser Şengalê"; red dike û dibêje çend saetên pêş de navçe dê ji DAIŞê bê paqijkirin. +Endamê PDKê Elî Ewnî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: ";Ew îdiaya ku dibêje Şengal ji aliyê terorîstên DAIŞê ve bi temamî hat desteserkirin ne rast e. Hêzên pêşmergeyan li aliyekî wî bajarî de li benda hêzeka piştgiriyê ye ku bighîjin wan."; +Herwiha Elî Ewnî got, hêzeke mezin bi Birêz Mensûr Barzanî re bi çekên giran ve gihîştiye navçêyê û li bendê de di saetên pêş de derbekî xurt li DAIŞê bidin û navçeyê ji wan paqij bikin. +Cihgirê Wezarta Pêşmerge Enwer Hacî Ûsman bi tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ";Pêşmerge, planeke daniye û li gorî nexşeya rê dê di demekî nêzîk de serkeftinek mezin dest bixe."; + + +Dêrsîm (Rûdaw) - Li mezra 'Bîlgîlî' ya gundê Rojnîk a ser bi Dêrsîmê di teqînê de endamek PKKê jiyana xwe ji dest da, 3 PKKyî jî birîndar bûn. +Duh (2ê Tebaxê) li gundê Roşnîkê ya ser bi Dêrsîmê di encama teqînê de endamek PKKê jiyana xwe ji dest da yek jê giran 3 PKKyî jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên gihêştine ber destê Rûdaw, bûyer di encama teqîna cebilxaneya PKKyiyan de pêk hatiye. +Ambûlansên ku çûn cihê bûyerê ji aliyê PKKyiyan ve hat desteserkirin û karmendên tenduristiyê birîndar derman kirin. Piştre endamên PKKê hevalên xwe yên birîndar ji cihê bûyerê birin. +Derheqê termê gerîlayê jiyana xwe ji dest daye de ti agahî nehat bidestxistin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman, ragihand ku divê DAIŞ vî welatî biterikîne û wiha got: ";Emê di demek nêzîk de mizginiya serkeftinê bidin gelê Kurdistanê";. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman li ser rewşa dawî ya şerê hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê ji Rûdawê re got, nexşe û pilanên me ji bo şikandina DAIŞê hene û em gelê Kurdistanê jî piştrast dikin ku dê di demek nêzîk de emê DAIŞê bişkênin û emê ti carî nehêlin ew li vî welatî bimînin. + +Enwer Hacî Osman her wiha diyar kir, Pêşmerge niha bi danîna nexşe û pilanên şerê li dijî DAIŞê ve mijûl e û wiha got: ";Emê di demek nêzîk de mizginiya serkeftina mezin bidin gelê Kurdistanê";. + +Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge li benda fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî ne ku ji pozîsyona parastinê derbasî ya êrişê bibin. + +Şingal (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, operasyona hêzên Pêşmerge ji bona standina bajarokê Şingalê ji destê DAIŞê dest pêkir… + +Çekdarên DAIŞê îro ketin nav bajarokê Şingalê û tê gotin hinek kes jî kuştine û heqaretê li xelkê wê derê dikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, lê bi gihîştina hêzên piştevaniyê operasyona rizgarkirina Şingalê dest pêkir ji ber wê jî şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de didome. + +Her wiha hat zanîn li devera Sinonê ya Şingalê çekdarên DAIŞê qebra Şêx Şerefedîn teqandine. + + + +Şingal (Rûdaw) – Şeva borî xelkê deverên Girezerk û Sîba Xidirê yên girêdayî bajarokê Gir Uzêrê yê girêdayî Şingalê ji saet 2ê şev ve heta 6ê sibê li hember çekdarên DAIŞê şer kirine. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, şeva borî xelkê deverên Gir Uzêr û Sîba Xidirê ku hemû kurdên êzîdî ne, 4 saetan li hember hêzên DAIŞê şer kirin lê ji ber negihîştina hêzên piştevaniyê neçar man wê derê berdin û ji cih û warên xwe birevin û ber bi Çiyayê Şingalê ve herin. + +Piştî ku çekdarên DAIŞê deverên Sîba Xidir û Gir Uzêr girtin û ber bi Şingalê ve çûn û ji ber ku hêzên Pêşmerge şer nekir bajarokê Şingalê ket bin kontrola DAIŞê. + +Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê hinek kes li wir kuştine û nêzîkatiyên xelet li dijî kurdên wê deverê kirine. + +Lê peyamnêrê Rûdawê eşkere kir ku hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên piştevaniyê û xelkê deverê niha dest bi operasyona li dijî DAIŞê kirine û aramnca wan jî standina Şingalê ji çekdaran e. + +Şingal (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ziyaretgeha şêxê êzîdiyan ê bi navê Şêx Şerefedîn teqandin. + +Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand, piştî ku bajarokê Şingalê ket destê DAIŞê çekdaran ziyaretgeha Şêx Şerefedîn teqandin. + +Ziyaretgeha Şêx Şerefedîn li devera Sinonê ya Şingalê ye. Şêx Şerefedîn yek şêxên mezin ên kurdên êzîdî ye. + +DAIŞê her wiha li bajarê Mûsilê jî hinek cihên pîroz mîna ziyaretgeha Yûnis Pêxember teqandibû. + +Şingal (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzeke mezin a Pêşmerge gihîşt deverên Zûmar û Şingalê û bi ser eniyên şer de hat dabeşkirin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, hêzeke mezin a Pêşmerge derbasî Şingal û Zûmarê bûn û bi vê yekê hejmara hêzên Pêşmerge li wan deveran pir zêde bûye. + +Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Zûmar û Şingalê kirine. + +Ji aliyekî din, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê çekdarî yê PYDê ya Rojavayê Kurdistanê ye ragihandiye ku komek ji gerîlayên wan derbasî bajarokê Şingalê bûne da ku li dijî DAIŞê şer bikin lê heta niha ev agahî ji aliyê Pêşmerge ve nehatiye piştrastkirin. + +Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge dest bi operasyonan li dijî DAIŞê li gundên derdora Şingal û Zûmarê kirine. + +Devera Zûmarê roja 2ê Tebaxê (duh) û bajarokê Şingalê jî îro (3ê Tebaxê) ketin destê DAIŞê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, hêzên Pêşmerge ji çar aliyan ve dest bi operasyona rizgarkirina bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê kirine. + +Li gorî malpera fermî ya PDKê, hêzên Pêşmerge dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê yên îro ketibûn bajarokê Şingalê kirine. + +Li gorî nûçeyê, fermandeyekî hêzên pêşmergeyên Zêrevanî ragihandiye ku çekên giran gihîştiye hêzên pêşmerge yên li wê deverê. + +Her wiha hat gotin ku hêzên Pêşmerge yên ku li devera Rebîe ya Mûsilê bûn, derbasî aliyê Sûriye-Rojava bûne û ji ber girtina Zûmarê ji aliyê DAIŞê ve neçar mane li ser Rojavayê Kurdistanê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. + +Şingal (Rûdaw) – Li devera Şariyayê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ku xelkê wê derê hemû kurdên êzîdî ne, rihspî, mezin û rewşenbîrên êzîdî dest bi civîn û amadekariyan kirin bo alîkarîkirina deverên mîna Şingal û Zûmarê ku şer tê de heye. + +Berpirsê vê organîzasyonê Siûd Misto ji Rûdawê re got, piştî bûyerên Zûmar û Şingalê me lêjneyek ava kir û me ji duh ve sê civîn çêkirine, bi dehan xort û zilam ên xelkê devera Şariya amadehiya xwe nîşan dan ku herin eniyên şer û li dijî DAIŞê şer bikin. + +Siûd Misto her wiha got ku ew berdewam bi wan deverên ku şerê tê de heye di nav pêwendiyê de ne û da zanîn, xelkê vir hazir in bi her awayî piştgirî û parastina xelkê deverê bikin. + +Devera Şariya girêdayî parêzgeha Dihokê ye û nêzîkî 13 hezar kurdên êzîdî tê de dijîn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku hêzên YPGê li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di şerê DAIŞê de alîkariyê didin hêzên Pêşmerge. + +Hevserokê PYDê Salih Mislim ji AAyê re got, di nav pêşmergeyan de şehîd û birîndar hene. Neçar man ji hinek deveran paşde vekişin, hêzên YPGê ji bo alîkariya wan derbasî Iraqê bûn. + +Mislim anî ziman ku hêzên YPGê di şerê DAIŞê de xwedî ezmûn in û got, rêxistina DAIŞê rêxistineke terorîst e ku li ser tirsandina mirovan hatiye avakirin. + +Hevserokê PYDê derbarê hejmara hêzên YPGê yên ku derbasî Iraqê bûne jî got, ez nizanim lê ji her derê sînor re derbasî aliyê Iraqê bûn. Hêzên YPGê li Rebîe, Sihêla û deverên di bin kontrola kurdan de hene. Hêzên YPGê li Iraqê li kêleka hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê şer dikin. + +Salih Mislim her wiha anî ziman ku divê hêzeke hevbeş ji YPG û Pêşmerge ji bona parastina gelê kurd, kêmîneyên suryanî û mesîhî yên Iraq û Sûriyê were avakirin. + +Ev daxuyaniyên Salih Mislim di demekî de ku heta niha ti rayedarekî Pêşmerge ev yek piştrast nekiriye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan û mezinê ola êzîdî Babeşêx Xirto dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa êzîdiyên Başûr hevdîtin bike. + +Mezinê ola êzîdî û serokê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Babeşêx Xirto îro li Hewlêrê bi konsulên Amerîka û Brîtanya re rûnişt û ji wan xwest, alîkariya êzîdiyên Şingalê û deverên derdorê bikin. + +Semîr Babşêx kurê Babeşxê Xirto ji Rûdawê re got, bavê îşev bi konsulên her du welatên Amerîka û Brîtanya, alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya her wiha dê îşev bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtin bike. + +Li ser naveroka civînanan jî Semîr Babeşêx got, ez li bajarokê Şêxanê me û alîkariya êzîdiyên mexdûr dikim. Bavê min jî li Hewlêrê bi konsulê Brîtanya re civiya. Tişta ku em dixwazin bêjin ew e ku niha jiyana 450 hezar mirovên êzîdî di bin tehdîdê de ye û divê civaka navdewletî bi hawara me were. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Babeşxê Xirto, Hadî Babeşxê eşkere kir ku çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê dest avêtine jinan. Babeşêx ji Barzanî xwest, bi hawara êzîdiyan ve herin. + +Berdevkê Serokê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Hadî Babeşêx, li ser rewşa êzîdiyên Şingalê ji Rûdawê re got, rewşa êzîdiyên Şingalê pir xirab e ji ber wê jî divê Serokê Herêma Kurdistaê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi hawara me werin çimkî rewşa me her ku diçe xirabtir dibe. + +Hadî Babeşêx her wiha eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li Şingalê dest bi kuştina êzîdiyan kirine û jinan jî bi xwe re dibin, dest avêtine hinek jinan jî. + +Serokê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Babeşêx Xirto jî dê îşev li ser rewşa êzîdiyên Şingalê bi Barzanî re hevdîtin bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 48 saetên borî de 290 hezar ji deverên Zûmar û Şingalê ji ber şer û êrişên çekdarên DAIŞê reviyane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê. +Alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re got, di heyama 48 saetên borî de ji ber şer û êrişên çekdarên DAIŞê 200 hezar kes ji Şingalê û 90 hezar kes jî ji Zûmarê reviyane Herêma Kurdistanê. +Dîndar Zêbarî her wiha da zanîn ku bi fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî odeyeke operasyonê hatiye pêkanîn ji bo lipeyçûna rewşa aware û penaberan û got, ev rewş dê bidome ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengî digel Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî yên mafên mirov bi rêya vê odeyê re alîkariyên mirovî dide penaberan. +Nûnerê Sekreterê NY li Iraqê Nîkolay Miladînov jî li ser rewşa Şingalê hişyarî dabû û gotibû, li Şingalê trajediya mirovî diqewime lewma divê hikûmetên Iraq û Kurdistanê bilez di warê ewlehiyê de alîkariya hev bikin ji bo çareserkirina vê kirîzê. + +Şingal (Rûdaw) – Hat zanîn 10 zarok û 5 pîr li çiyayê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji ber tinebûna av û xwarinê jiyana xwe ji dest dane. + +Jêderekî ji Rûdawê re got, di heyama çend saetên borî de 10 zarok û 5 mirovên pîr li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan. + +Wî jêderî da zanîn, bixwe di definkirina termên wan zarok û mirovên pîr de beşdarî kiriye û got, rewşa tenduristiya gellek zarokan jî xirab e. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, ji ber ku keresteyên pêwîst tinebûn termên hinek ji wan zarok û mirovên pîr tenê bi keviran veşartine. + +Wî jêderî ragihand ku li çiyayê Şingalê trajdeiyeke mezin heye, nan û av tine û xelk hemû westiyane û wiha got: ";Bila bi hawara me ve werin. Qet nebe bila zarok û mirovên pîr rizgar bikin."; + +Piştî ku çekdarên DAIŞê bajarokê Şingalê girtin gellek malbatên kurdên êzîdî ji tirsa çekdarên rêxistinê reviyan çiyayê Şingalê. +Hewlêr (Rûdaw)- Dezgeha Xêrxwazan ya Barzanî, şeva borî bi komek xebatkarên xwe ve ji bo alîkariyê gihîştin êzidiyên ji Şingalê reviyayî. +Berpirsê Dezgeha Xêrxwazan ya Barzanî Îbrahîm Semîn bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku piştî wan dîmenên êzidiyan li ser televizyona Rûdawê dît, zanîn çi qas di rewşeke xirab de ne û wan teqez biryar da herin alîkariya wan bikin. +Derbarê alîkariyan de jî Semîn wiha got: ";Me îşev çar kamyon zad û pêdiviyên din gihande wan, sibe jî em dê vê alîkariya xwe bidomînin."; +Îbrahîm Semîn herwiha ragihand ku, heta ev koçber diçin ser mal û halên xwe, alîkariya wan dê berdewam be. +Piştî çekdarên DAIŞê li ser navçeya Şingalê de girt, hejmarek mezin, ji ber êrişa wan navçe terikand û daxwaziya alîkariyê kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwest ku çekên giran û cebilxaneyê bidin pêşmergeyan. +DAIŞê di êrişên Şingal û Zûmarê de ev navçe yekser ji dest pêşmergeyan derxistin. Vê yekê jî berspirsên Herêma Kurdistanê ji bo anîna çekên giran mecbûr kir ku bêhtir ser DYAyê de biçin. +Berpirsê peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: ";Me li gel konsolosê DYAyê yê Hewlêrê û balyozê Bexdayê axaft. Me ji wan re got peywendiya qonaxa sipasî û destxweşiyê bes e, piştgiriya rasterast; bi taybetî jî bo anîna çekên giran û cebilxaneyê bikin."; +Herwiha Felah Mistefa got, ";Me dîsa ji DYAyê re got, em tenê şerê terorîstan nakin. Divê ji bo parastina êzidî û xirîstiyanan jî bixebite. Belkî ji bo vê, alîkariya navdewletî pêwîst be. Divê DYA berpirsiyariya xwe bîne cih."; +Derbarê bersiva DYAyê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got, ";DYAyê daxwaziya me red nekir, gotin em li ser vê yekê dixebitin, tiştekî bikin."; +1ê Tebaxê çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birin ser hêzên pêşmergeyan yên li navçeyên Rebîa, Sinûne, Şingal, Zûmar û Eyn Zaleyê ku ev navçe di hêla petrolê de dewlemendin. Êrişan heta 3yê tebaxê dewam kir ku heta ev navçe bi temamî ketin destê hêzên DAIŞê. +DAIŞê di daxuyaniyekî de ragihand ku, şerê di navbera wan û hêzên pêşmergeyan de şerekî ";giran"; bû, lê wan dîsa jî karî wan navçeyan vegirin. +Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî got, ";Em li bendê ne ku hemû hêzên kombûyî, van navçeyan paqij bikin. Hemû cûreyên çekan di destê pêşmerge de heye."; +Derbarê navçeyên Şingal û Zûmarê de jî Yawer got, ";Şer niha di qadeke 30-40 kîlometre de ye, ji bo parastina vî sînorê fireh pêwîstî bi hêzeke mezin heye."; +Herwiha berpirsekî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kiribû ku ";Mensûr Barzanî bi hêzek mezin û çekên giran ve gihiştiye navçeyê û dest bi şerê kiriye."; +Beriya destpêka şerê vê dawiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di roja cejnê de serdana eniya şerî kiribû. Barzanî di wê serdanê de mizgînî dabû pêşmergeyan ku ji bo şerê li gel terorîstan dê çekên pêşketî bidin pêşmergeyan. +Li gorî agahiyên Rûdawê, niha hewldanek heye di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo li dijî DAIŞê li hev bikin. Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, tevdigere ku ji Hikûmeta Iraqê, ji bo çekên giran alîkariyê bide Hêzên Pêşmerge. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî girtina bajarokê Şingalê, çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di daxuyaniyekê de ragihand ku şerê wan ligel Hêzên Pêşmerge ";gelek zehmet"; bû. + +Duhî, 03.08.2014, çekdarên DAÎŞê êrîş kirin li ser Şingalê û piştî vekişana Hêzên Pêşmerge, çekdarên DAÎŞê derbasî bajarok bûn û dest bi kuştinê kirin. + +Zaniyariyên destpêkê behsa wê yekê dikin ku çekdarên DAIŞê daxwaz ji xelkê Şingalê kirine ku, yan divê bibin misilman yan jî dê bên kuştin û heta niha 10 xort jî kuştine. + +Di daxuyaniyekê de ku DAIŞê li ser torên civakî belav kiriye, tê de hatiye: ";Hêzeke mezin ji xîlafeya îslamî, bo temam kirina fetha pîroz ku ev çend rojan hatiye dest pê kirin, ber bi navçeyên bakur û rojavayê wîlayeta Neynewa ve bi rê ketin."; + +Di beşekî din ê daxuyaniyê de, behsa wan cihan tê kirin ku DAIŞê girtine wek, Şingal, Rebîe û Wanikê li nêzîk Mûsilê. + +DAÎŞ di daxuyaniya xwe de amaje dike ku şerekî giran li gel Pêşmerge û asayişê kirine. + +Piştî êrîşa DAÎŞê ya ser Şingalê, hejmareke mezin ji kurdên êzidî derbederî çiyê bûn û beşek ji wan hatin Başûrê Kurdistanê. Çavkaniyekî bi Tora Medyayî ya Rûdawê ji çiyayê Şingalê got: ";Di heyama çend demjimêrên borî de, 10 zarok û 5 kalanl jiyana xwe ji dest dan."; + +Wê çavkaniyê diyar kir jî ku: ";Ez bi xwe beşdarî bi xak spartina 10 zarok û 5 kalan bû. Rewşa tenduristî ya gelek zarokan jî xirabe. Hinek ji wan zarokên me bi xakê spartin. Tenê me ew bi keviran nixumandin ji ber ku kel û pelê pêwîst bo veşartina wan li cem me nebûn."; +Çakaniyê ji Rûdawê re di dawiyê de got: ";Li vê derê trajediyeke mezin heye. Nan û av nîne."; +Şingal (Rûdaw)-Hêzên Pêşmerge gundê Wankê ji dest çekdarên DAÎŞê derxistin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Şingalê ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêf ve ji bin destê çekdarên rêxistina DAÎŞê derxistin û gund bi temamî kontrol kirin. + +Gundê Wankê dikeve nêzîk bendava Mûsilê de. Ev gunda, roja şemiyê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatibû girtin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê hêzeke mezin ji Pêşmerge bi çekên giran gihiştine derdora Şingal û Zûmarê. + +Herdu navçe jî niha di dest DAÎŞê de ne. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de derketiye û heta niha ew şer berdewame, li gor zaniyariyên Rûdawê jî Hêzên Pêşmerge di wî şerî de pêşengin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, îro 4ê tebaxê, Hêzên Pêşmerge karîn gundê Welîd yê ser bi Rebîe ve kontrol bikin. + +Ji aliyek din ve çavkaniyeke leşkerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Ji dema şerê Pêşmerge û DAÎŞê dest pê kiriye, 90 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin."; + +Lê heta niha ti zaniyarî li ser hejmara şehîdên Pêşmerge nîne. + +Berî bîstekê jî, Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Şingalê ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêf ve ji bin destê çekdarên rêxistina DAÎŞê derxistin û gund bi temamî kontrol kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokê rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik ragihand ku eger Tirkiyê bixwaze bi şêweyên berê pirsgirêka kurd çareser bike, dê rê li pêşiya şerekî yê gerîla yê gelemperî veke. +Cemil Bayik di hevpeyvînekê de ligel malpera diken.com de diyar kir ku, heta niha hê rêxistina îstixbarata Tirkiyeyê (MIT) danûstandinên pêvajoyê dimeşîne, û hêj ti jêrzemîneke yasayî ji pêvajoyê re ne hatiye danîn. + +Bayik got: "Eger Tirkiyê di şêweyên xwe yên berê di çareserkirina pirsgirêka kurd de israr bike, ewê rê li pêş şerekî yê gerîla yê berfireh û gelemperî vebike." +Hevserokê rêvebera KCKê anî ziman ku, derdora Tirkiyeyê hemû di nav şer de dikele û eger li Bakurê Kurdistanê jî şer careke din dest pê bike, dê rewşa Tirkiyeyê ne diyar bibe." +Wek tê zanîn hikûmeta AK Partiyê, di 11yê Tîrmehê de yasayek bi navê pêvajoyê ku ji şeş xalan pêk tê, di Parlamentoya Tirkiyeyê re wek qanûn derbas kiribû. + +Şingal (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve bajarokê Şingalê girtine û çekdarên DAÎŞê jî di nava malan de şer dikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Şingalê ragihand ku, hêzeke mezin ji Pêşmerge derdora bajarokê Şingalê ji sê aliyan ve dorpêç kiriye, çekdarên DAÎŞê çûne nav malên li navenda Şingalê û li wê de şer dikin. + +Fermandarekî Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya şer bi rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Pêşmerge niha di pêşengiyê de ne ber bi bajarokê Şingalê ve. Leşkerên taybet ê Gulan bi çekên giran li pêşe di êrîşa Hêzên Pêşmerge li ser çekdarên DAÎŞê li Şingalê."; + +Ji aliyek di ne fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Rebîe bo Rûdawê ragihand ku, hêzên wan li Şingal û Rebîe mil bi mil ligel Pêşmerge şer dikin bo girtina bajarokê Rebîe yê li ser sînorê navdewletî yê Sûriyê û bajarokê Şingalê. + +Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêf ve, niha Pêşmerge di pêşengiyê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Her du Encûmenên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) heta niha derbarê rewşa bajarê Hesekê de li hev ne kirine. +Endamê sekretariyeta ENKS Ebdulsemed Xelef Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha EGRK razî ne bûye ku ligel Encûmena Niştimanî bicive û rijd e ku peywendî di riya Rêveberiya Xweser re be. +Biro da zanîn ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê hevşana xwe ya Niştimanî agahdar kiriye ku ew weke her pêkhateyekî din di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin û divê her peywendiyek û karekî hevbeş di riya Rêveberiyê re be. +Navborî kir ku ew wek ENKS dixwazin ku her du encûmenên Rojavayê Kurdistanê ENKSê û EGRKê li ser yek nêrînê li hev bikin û paşê li gel pêkhateyên din rêkeftinê bikin. +Piştî vekişîna dam û dezgehên hikûmeta Sûriyê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, pêkhateyên bajêr hewla damezrandina rêveberiyeke hevbeş ji bo bajêr didin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAIŞ), bajarokê Til Koçerê a Rojavayê Kurdistanê da ber topbaranê. +RewangehaMafên Mirovanli Sûriyê da zanîn ku di encama ketina wan guletopan de, herî kêm 7 hemwelatî birîndar bûne. +Rewangehê ragihand ku çend top li bajarokê Til Koçera Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, ketin.Di encama ketina wan guletopan de, herî kêm 7 hemwelatî birîndar bûne. + +Rewangeha Mafên Mirovan diyar kir ku topbarankirina bajarokê Til Koçer ku di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye ji bo demekê berdewam kiriye. +Rewangehê li ser zarê çalakvanên deverê veguhest kuhêzênRêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji aliyê Iraqê ve bajarokê Til Koçerê topbaran dikin. +Bajarokê Til Koçerê ku li bakurê rojhilatê Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li hember bajarokê Rebîeyê ye û niha di jêr kontrola YPGê de ye. +Piştî pêşketina hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li deverên Şingal, Zûmar û Rebîe her du aliyên sînorê deverê di nava aloziyên tund de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)-Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku ";Ev 2 meh in ku Hêzên Pêşmerge bi tenê şerê terorê dikin"; û rijdbûna xwe li ser parastina êzîdiyan û vegerandina ";Her bostekê"; ji axa Şingalê anî ziman. + +Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêşwazî li Babe Şêxê êzîdiyan û şanda Şingalê kir. + +Di hevdîtinê de, Babe Şêx daxwaz ji Barzanî kir ku çareyekê ji karesata êzîdiyan re peyda bikin, herwiha derî ji xelkê devera Şingalê re bê vekirin da mil bi mil ligel Hêzên Pêşmerge şerê terorê bikin. + +Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî hevxemiya xwe bo şanda êzîdiyan anî ziman û got: ";Em amade ne bi dil û can bergirî li ax û rûmeta xuşk û birayên êzîdî bikin û çi tişt ji destî me werê bo azad kirina axa Kurdistanê ji destê terorîstan, emê bikin."; + +Barzanî wiha domand: "Ti kes nikare kurdên êzîdî ji nav bibe û em rijdin li ser parastina êzîdiyan û vegerandina her bostekê ji devera Şingalê."; + +Herwiha Barzanî amaje kir ku Hêzên Pêşmerge bi tenê xwe Kurdistanê diparêzin û got: ";Hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletî alîkariya gelê Kurdistanê nekirin. Herwiha rêgir bûn ku gelê Kurd çek ji xwe re peyda bike da bergiriyê li xwe bike."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîyê ji bin destê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derxistin û bi temamî kontrol kirin. + +Rebîe ku dikeve rojavayê parêzgeha Neynewa û hevsînor e li gel Rojavayê Kurdistanê, duhî ji aliyê DAÎŞê ve hatibû girtin. Lê berî bîstekê Hêzên Pêşmerge karîn Rebîyê bi temamî bixin destê xwe. + +Îro, Hêzên Pêşmerge her yek ji gundê Welîd yê ser bi bajarokê Rebîyê û gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêfê ve ji destê DAIŞê rizgar kirin. + +Herwiha bajarokê Şingalê ji 3 aliyan ve dorpêç kirine û çekdarên DAIŞê ketine malên navenda bajarokê de û ji wê derê şerî dikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya Rêvebiriya Hewldana Partiyeke Kurdistanî, ku li Tirkiyeyê amadekariya partîbûnê dike, bang li hemû kurdên cîhanê kir ji bo Şingalê bibin yek. +Hewldanê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Mûsila ji aliyê DAIŞê ve hatî dagirkirin de kurd dibin tehdîda qetlîamê de ne. +Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rêvebiriya operasyonê ya ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê kirin û wiha dewam kir: ";Îro, roj roja yekitiya kurdan e ku bi Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, bi birayên xwe yên êzidî yên Şingalê û pêşmergeyên xwe ve hewl bidin."; +Desteya Rêvebiriyê baweriya xwe ya paş de standina Şingalê anî ziman û wiha got: +";DAIŞ jî kesên li hemberî êrişên DAIŞê yên li ser kurdan bêdeng dimînin jî dê bibînin ku Şingal dê di meşa serxwebûna Kurdistanê de bibe rawestgehek. Tîr ji kevanê derketiye. Rawestgeha konfederasyona demkî, belkî zêde dewam neke û Başûrê Kurdistanê di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe bigire."; +Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ";Em weke Hewldana Partiyeke Kurdistanî, li cem gelê xwe yê êzidî û birayên xwe yên Başûrî ne. Di vê meseleyê de em amadene ku berpirsiyariya bikeve para me, bi cih bînin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Jêderekî pilebilind ê Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka razî bûye çekên giran bide hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo ku li dijî DAIŞê bikar bînin. Her wiha hat gotin ku hinek çek û cebilxane jî di rê de ne. +Berpirsekî pilebilind ê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, Amerîka razî bûye ku alîkariya serbazî bide hêzên Pêşmerge ji bo ku di şerê li dijî DAIŞê de bikar bînin. +Li gorî wî jêderî, Amerîka îro misoger biryar da ku çekên giran bide hêzên Pêşmerge û da zanîn, hinek cebilxane û çekên giran jî di demek nêzîk de dê bigihîje destê Pêşmerge. +Beriya niha rayedarên Başûrê Kurdistanê ji Amerîka xwestibûn, çek û cebilxane bidin hêzên Pêşmerge da li dijî DAIŞê bikar bînin. + +Enqere (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan, got hêzên navdewletî yên li dijî têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, dixwazin bi DAIŞê bigihin armanca xwe. +Tan, pirsên peyamnêrê Rûdawê bersivand û got; ";Di demên dawî de nêzîkbûneke di navbera Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê çêbû. Vê nêzîkbûnê hêzên navdewletî aciz kiriye."; +Tan wiha dewam kir: ";Dixwazin bi DAIŞê, li gorî xwe guhartinan çêbikin. Hewl didin ku vê yekê li dijî Malikî, Barzanî û PKKê û bikin. Heta ku piştgiriya DAIŞê ya ji derve nebe, nikare ev qasî çalak be."; +Altan Tan, navê wan hêzan neanî ziman û got, ";Yê dizane, jixwe dizane. Ji têkiliyên petrolê aciz in. Beriya çend rojan Amerîkayê firotina petrolê qedexe kir. Hêza pêşmerge bi hejmar, 100 hezar e. Di gel vê jî eger bi DAIŞê nikaribe, divê mirov li ser vê yekê bifikire."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji mezinên êzîdiyan û nûnerê mîrê êzîdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Mîr Tehsîn ragihand ku 50 hezar êzîdî ji ber êrişên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê. +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya şandeke mezin a êzîdiyan kir. +Li ser naveroka vê hevdîtinê nûnerê mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, Hazim Mîr Tehsîn ji Rûdawê re got, Barzanî soz da ku alîkariya kurdên êzîdî yên Şingalê bike û dê di nav du-sê rojan de hinek tiştan bikin. +Li gorî Hazim Mîr Tehsîn, ji ber êrişên DAIŞê 50 hezar êzîdî reviyane çiyayê Şingalê… + + +Şingal (Rûdaw) – Li gorî daxuyaniya jêderên Pêşmerge û agahiyên peyamnêrên Rûdawê, hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê bûne û bi çekdarên DAIŞê re şer dikin. +Peyamnêrên Rûdawê û jêderên Pêşmerge dibêjin, hêzeke mezin a Pêşmerge ku derdora 10 hezar pêşmerge ne, ji sê aliyan de dora Şingalê girtine û piştî bombekirina taxên Mizgefta Rehman û Nesir ên bajêr hêzeke mezin a Pêşmerge derbasî nav Şingalê bûne. +Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge ber bi pêşve diçin û çekdarên DAIŞê paşde direvin. +Her wiha hat zanîn ku hêzeke mezin a Pêşmerge jî gihîştine çiyayê Şingalê ku bi hezaran êzîdî ji tirsa çekdarên DAIŞê sitara xwe birine wir. +Ji aliyekî din, peyamnêrên Rûdawê ragihandin ku hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ve jî DAIŞ tengav kirine. +Hat gotin, hêzên Pêşmerge dixwazin rêya Sihêla-Rebîe bixin bin kontrola xwe da ku nehêlin çekdarên DAIŞê derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibin. +Li gorî agahiyan, pira Zûmarê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye teqandin ji bo ku nehêlin hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarokê Zûmarê bibin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 20 ton xwarin û vexwarin bi ser awareyên êzîdî yên li çiyayê Şingalê de dabeş dike. +Berpirsê Ragihandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Îbrahîm Yasemîn ji Rûdawê re got, dezgeh dê sibê 20 ton xwarin û vexwarin bi rêya balafirê ji awareyên êzîdî yên li çiyayê Şingalê re bibe. +Îbrahîm Yasemîn da zanîn, ew 20 ton xwarin ji şerbet, bîskuvît, nan, şîr, emzikên zarokan pêk hatiye. +Yasemîn anî ziman ku îro jî hinek xwarin û alîkariyên mirovî li deverên cuda cuda bi ser awareyan de dabeş kirine. +Wî rayedarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku li deverên Sihêla û Şariya jî xwaringeh danîne û alîkariya awareyan dikin. +Bi hezaran êzîdiyên Şingalê ji tirsa çekdarên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê. Li gorî agahiyan rewşa wan gellekî xirab e û heta niha çendîn zarok û mirovên pîr ji ber tinebûna av û xwarinê jiyana xwe ji dest dane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr hatibûn perwerdekirin ligel pêşmergeyên Başûr li dijî DAIŞê şer dikin. +Endamê Polîtburoya PDK-Sê Seîd Omer ji Rûdawê re got, hêzeke mezin a pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li derdora bajarokên Şingal û Rebîe û li hinek cihên din di şerê li dijî DAIŞê de alîkaria pêşmergeyên Başûr dikin. +Seîd Omer da zanîn ku partiya wan û hêzên wê yên çekdarê her dem amade ne parastina kurdan bikin û ragihand, PDK-S ew daxuyanî û agahiyên ku li dijî hêzên Pêşmerge tên dayîn û belavkirin şermezar dike. +Wî endamê Polîtburoya PDK-Sê diyar kir ku divê hêzên kurdî hemû bibin yek û pişta hev bigirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî eşkere kir ku hêzên Pêşmerge êdî ji pozîsyona parastinê derketine û derbasî pozîsyona êrişê li dijî DAŞê bûne. Barzanî her wiha ji gelê Kurdistan û aliyên siyasî û medyaya kurdî xwest hesasiyetên pêvajoya niha li ber çavan bigirin û yekrêziya netewî biparêzin. +Barzanî îro li ser rewşa vê dawiyê ya Başûrê Kurdistanê bi taybet rewşa Şingalê û hêzên Pêşmerge peyamek belav kir. Naveroka peyama Barzanî wiha ye: +";Gelê Serfiraz ê Kurdistanê! +Gelê Kurdistanê fêrî kultura ayînparêzî, pirayînî û bihevre jiyanê bûye û êrişî ti kesî nekiriye û di dîrokê de jî tenê parastina xwe kiriye. Lê dujminan bela xwe jê venekirin û her carê bi şêweyekî xwestine zirarê li gelê me bidin. Ji piştî bûyerên Mûsilê, Kurdistanê tenê parastina xwe kir lê terorîstan şer firotin û êrişî Kurdistanê kirin ji ber vê jî bûyerên çend rojên dawiyê çêbûn. Ji ber wê jî me biryar da ji pozîsyona parastinê derkevin û heta nefesa xwe ya dawî li dijî terorîstan şer bikin. Me ferman da hêzên pêşmerge û hemû aliyên pêwendîdar ku bi hemû quweta xwe êrişî terorîstan û dujminên xak û gelê Kurdistanê bikin. +Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zûmar û Şingalê her wiha ew trajediya ku hat serê bira û xûşkên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne lê em gelê Kurdistanê ji vê yekê piştrast dikin ku em nahêlin bihustek xaka Kurdistanê bikeve destê wan û emê Şingal û Zûmarê û xûşk û birayên xwe yên êzîdî mîna reşka çavên xwe biparêzin, çiyayê Şingalê jî dê mîna her car berxwedêr û serfiraz bimîne. Ew beşa ezîz û resen a gelê kurd her dem serbilind bûye û erka me hemûyan ew ku em wê yekê biparêzin. +Teror arîşeyeke cîhanî ye û şerê li dijî terorê jî pêwîstî bi tevgereke navdewletî heye. Bi salan e Kurdistan bûye qurbana terorê û êrişên terorîstî lê mixabin em di şerê han de tenê man û ti kesî alîkariya gelê Kurdistanê nekir di vî şerî de. Lê dîsa jî me pişta xwe bi gelê xwe û hêzên Pêmerge û dezgehên ewlehiyê girêda. Em her dem girêdayî pîvanên azadîxwaziyê, kultura resen a pêkvejiyanê û lêborîna Kurditanî bûn ev jî xala herî bihêz a serkeftina me li hember dujmin, dilnexwaz û terorîstan e. +Zarokên me yên leheng ji îro danê sibê ve dest bi êrişa li dijî terorîstan kirine û ber bi pêşve diçin. Ez ji gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û medyaya Kurdistanî dixwazim bi moraleke bilind û bi çavên vekirî û bi hestên berpirsiyartiyê nêzîkî rewşa niha bibin û yekrêzî û yekitiya netewî û niştimanî biparêzin. Em pêşmergeyên qehreman jî piştrast dikin ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve piştgiriya we dike û çavên me li îradeya we ya pola û canfidayî û lehengiya we ye. +Di dawiyê de ez spasiya berxwedana hemû gelê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û hêzên xwebexş û malbatên serfiraz ên şehîdan dikim. Piştrast bin ku paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye. +Bijî Kurdistan +Namire Şehîdên Rêya Azadiyê"; + +Li hember berferhbûna pêgehê rêxistina radîkal a bi navê DAÎŞ li Sûriyê, 16 grûpên çekdar ên ser bi Opozisyona Sûriyê di bin navê Encûmena Şoreşa Sûriyê de bûn yek û bang li hemû grûpên opozisyonê kirin ku tevlî vê rêxistina nû bibin. +Ev her 16 grûp xwedan hêz û pêgeheke berçavin li ser axa Sûriyê û li diver û navçeyan cuda yên Sûriyê belav dibin. +Li gor daxuyaniyeke ku hatiye belav kirin, her yek ji Artêşa Îslamî, bi serkirdatiya Zehran Ellûş, ku li Xûta Şamê gelek çalake û ji aliyê welatên Rojava ve weke grûpek radîkal tê dîtin, Lîwayê Siqûr el-Şam, ku ji çend grûpan pêk tê û li Idilb û derdora wê çalak e,Tevgera Hezim, ya ku di vê dawiyê de rokêtên TAW bidest xistibûn û cihê baweriya Amerîka ye, Artêşa Mucahidîn, ku di dema rûbirûbûna DAÎŞê de hatiye damezrandin, Tevgera Nûredîn el-Zinkî, ku bi awayekî sereke li Helebê çalak e, Desteya Direin Şoreşê, ku bi piştgiriya grûpa Îxwan Musilmîn hatiye pêkanîn û xwe weke hevpeymaniyeke îslamî demokratîk dide naskirin, Firqeya 11 û fireqeya 13 ya ser bi Artêşa Azad ve ku li bajarê Idlib û derdora wê çalak in, Eniya Sûrî ya Azadiyê ku çalakiyên wê li derdora bajarê Hemayê ne, tev li grûpa Fursan el-Heq, Lîwayên el-Heq û Siqûr el-Xab, Eniya el-Heq, Lîwayên Ensar, Grûp û Lîwayên Şehîdên Sûriyê û Yekîtiya Îslamî ya Ecnad el-Şam bûne yek. +Lihevkirina van gûrpan û rêxistina hêz û çalakiyên wan li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ di demekê de ye ku rêxistina navborî dest daniye ser bêhtirî 35% ji rûberê Sûriyê. +Li gor Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê, ev rûbera di jêr kontrola DAÎŞê de yek parçe ye, ji biyabana rojhilatê Humsê li naverasta Sûriyê heta devera el-Hol li başûrê rojhilatê Hesekê û heta ku dighêje bajarokê el-Ra`î li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê û nêzîk gundê Şamir li bakurê rojhilatê Helebê li xwe digre. +Ji aliyekî din ve yekxistina hewl û çalakiyên her 16 grûpên dijberiya çekdar a Sûriyê dê qonaxekê ji şer û pevçûnên di navbera aliyên dijberiya çejkdar a Sûriyê bidawî bîne, piştî ku ji destpêka vê salê û heta niha zêdeyî 3 hezar şervanên grûpên dijber ên Sûriyê ji encama şerê di navbera hev de hatine kuştin. +Piştî hewlên rêkxistina opozisyona Sûriyê ya siyasî niha bizavên rêkxistina hêzên opozisyona leşkerî tên kirin da ku terazûya rewşa Sûriyê li ser zemînê bê guhertin. + +Wan (Rûdaw)- Li navçeya Sêrê ya Wanê di encama ketina birûskê de zilamek ku gîha ber hev dikir, mir û 4 kes jî birindar bûn. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, li taxa Bakişik a Sêrê kesên bi navên Cuneyt, Canpolat, Tarik û Abdullah Sonsuz ku ji malbatekê bûn, di dema zeviyê de gîhayê dirûtî ber hev dikirin lê ji ber baranê xwe parastin bin kevirekê. + +Lê di wê demê de birûskê li kevir da û di bûyere de Cuneyt Sonsuz jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birindar bûn. +Yên ku birîndar bibûn rakirine nexweşxana dewlete ya Qelqeliyê(Ozalp). Hat gotin rewşa birîndaran baş e. + +Navçeya Sêrê ya Wanê nêzîkî sînorê Îranê ye û di warê nifûsê de biçûktirîn navçeya Wanê ye. + + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li derdora Mûsilê êrişî çekdarên DAIŞê kirin ji ber wê jî çekdar neçar birevin nav bajarê Mûsilê. +Kameraya Rûdawê şerê îro yê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê kişand ku çekdarên DAIŞê ji ber êrişên pêşmergeyan reviya nav bajêr… + +Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ji hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwaz kir ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê îdareyeke hevbeş ava bikin. + +Hevseroka (EGRK) Sînem Mihemed bang li gelê kurd û hemû pêkhateyên birêvebiriya xweser a Rojavayê Kurdistanê kir ku piştgiriya hêzên Pêşmerge û YPGê bikin û bi berxwedanê pabend bin da ku bikaribin li hember "terorê" rabiwestin. + +Sînem Mihemed anî ziman ku êrişên DAIŞê li dijî gelê kurd li Kobanê û Hesekê dest pê kirin û tekez kir ku parastina kurdên êzîdî li Şingalê "berpirsyariyeke dîrokî" ye. + +Hevseroka Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê got ku pêşhatên dawî tenê ";destpêka lehiyê"; ye û eger me nikarî em gelê deverê li xwe bigrin wê keştiya me rastî komkujiyan bê ". + +Sînem Mihemed destnîşan kir ku wan "yekem birêvebiriya demokratîk" li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêk anîne da ku xelkê deverê bi azadî bijîn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Birêveber a PKKê Murad Karayilan ragihand, hêzên wan dê îşev derbasî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê bibin û li dijî DAIŞê şer bikin. Karayilan got, gerîla dê li wir bimînin. + +Endamê Komîteya Birêveber a PKKê Murad Karayilan, îşev li ser rewşa Şingalê ku ev du roj in ketiye destê çekdarên DAIŞê ji televîzyona Stêrk TV re axivî û got, em Şingalê ji DAIŞê re nahêlin. + +Karayilan her wiha ragihand, dê li gorî hêza xwe îşev mudaxeleyî rewşa Şingalê bikin û li dijî DAIŞê şer bikin. + +Murad Karayilan got, gerîlayên me dê li wir bimînin. +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim aşkere kir ku wan çek ji DAIŞê jî kirîne. + +Salih Mislim di civîneke li gel parlamanterên Herêma Katalonyayê li Barcelonayê de hişyarî ji çûna hemwelatiyên Ewrûpa bo Sûriyê da û got: ";Eger demokrasî li Rojhilata Navîn berqerar nebe, hûn jî di aramiyê de namînin."; + +Herwiha Mislim aşkere kir ku, 4 hezar cîhadî ji Ewropa hatine Sûriyê da li dijî wan şerî bikin. + +Piştî ku di sala 2012an de hêzên hikûmeta Sûriyê ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), ku du baskên leşkerî yên PYDê ne, ew navçe kontrol kirin û bi dewamî şer di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê derdikeve. + +Mislim behsa wan bûyeran kir ku bandor li ser her sê rêveberiyên xweser li Cizîrê, Kobanî û Efrînê kirine ku di çileya sala 2014an de ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatine avakirin. + +Hevserokê PYDê li wê yekê mikur hat ku wan şaşitî kirine û got: ";Bêguman me şaşitî kirine, ji ber ku em di bin desthilateke nedemokratîk de jiyane û ezmûna me ya demokrasiyê nebû. Bi taybetî di pirsa mafên mirovan de, ku pêwîst bû em şaşitiyê tê de nekin, me şaşitî kirin. Pêwîst e xelk bên hînkirin û perwerde kirin. Em daxwaziyê ji hemû aliyan dikin ku me hînî demokrasiyê bikin."; + +Herwiha Salih Mislim ragihand ku pêwîstiya her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi hemû cureyên alîkariyê heye û wiha dewam kir: +";Berî her tiştî pêwîstiya me bi wê yekê heye ku bergiriyê li xwe bikin, ew jî bi rêya şer tê pêkanîn. Pêwîstiya me bi çekên giran heye, ji ber ku DAIŞê çekên giran û pêşkeftî li Mûsilê bidest xistine û ew çek hemû Amerîkî ne."; + +Derbarê çavkaniya ku PYD çekan bi rêya wê ji her du baskên xwe yên leşkerî, YPG û YPJê re bidest dixe, hevserokê PYDê got: ";Em çekan ji bazarên reş dikirin. Hin car jî ku me çek ji DAIŞê kirîn. Bi hejmareke zêde, çek di destê wan de heye. Gelek zêde ye."; + + +Hewlêr (Rûdaw)-Hevserokatiya rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku, eger raman û baweriya wan çi dibe bila bibe, pêwîste hemû Kurd ji bo Şingalê bibin yek. + +KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ragihandinên ser bi PKKê belav bûye dest nîşan kir ku, pêwîste hemû hêzên kurdî yên her çar perçeyên Kurdistanê, ji bo hawarçûna bi Şingalê ve milê xwe bidin hev, û bi din diyar kirin ku, her êrîşek li dijî her herêmeke kurdan êrîşeke li dijî hemû kurdane. + +Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku gelê Kurd van êrîşên rêxistina DAÎŞê li ser Şingalê ranewestînin û wan ji wê derê neavêjin, ew birîna ku li rûmeta wan bê kirin derman nebe." + +Wek tê zanîn roja 2 tebaxê, çekdarên rêxstina DAÎŞê êrîşî herêmên Şingala Başûrê Kurdistanê kiribûn. Lê niha Hêzên Pêşmerge bi awayekî berçav bipêş dikevin bo kontrol kirina devera Şingalê bi temamî. + + +Şingal (Rûdaw)- Rewşa xelkê Şingalê li çiyayê wî bajarokî xirabe û trajediyeke mirovî li di rê de ye. + +Peyamnêrê Rûdawê li çiyayê Şingalê ragihand ku, rewşa xelkê Şingalê gelek xirabe û jin û zarok ji ber birçîbûnê ji mirinê nêzîk dibin. + +Hejmareke zêde ji xelkê Şingalê li nav çiya bê av û nan in û eger bi awayekî bilez alîkariyên mirovî negihin wan, dibe ku rûbirûyê kareseteke mirovî mezin bibin. + +Li gor zaniyariyên Rûdawê, hejmarek ji xelkê Şingalê çek helgirtine û rêyên ku tên çiya parastine da ku rêgirî li hatina çekdarên DAÎŞê bigirin. + +Peymanêrê Rûdawê da zanîn jî ku, ji duh ve qasekî kêm ji xwarinê gihiştiye wan û ti çavkaniyeke xwarinê li çiyayê Şingalê peyda nabe. + +Bi sedema êrîşa DAÎŞê, zêdetir ji 50 hezar kes ber bi çiyayê Şingalê ve reviyane û beşek din jî derbederî Başûrê Kurdistanê bûne. + +Washington (Rûdaw)-Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), hejmara şêwirmendên leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde dike û biryar daye ku çekan bide Hêzên Pêşmerge. + +Li gor çavkaniyeke agahdar li DYA, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, hikûmeta DYAyê biryar daye ku hejmara şêwirmendên leşkerî li Kurdistanê, bo şera DAİŞê zêde bike. + +DYA biryar jî daye ku guvaşên xwe li ser Nûrî Malikî zêde bike da hêzên azmanî yên Iraqê alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin. + +Herwiha DYA bi xwe jî dê alîkariya azmanî bide Pêşmerge, tevî ku dê çekan bide Pêşmerge û hinek çek jî di demeke gelek nêzîk de dê bigihînin Hêzên Pêşmerge yên li eniyên pêş. + +Di heman demê de, li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çend welatên Ewrûpî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re ketine pêywendiyê û amadeyiya xwe bo pêşkêş kirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge anîne ziman. + +Herwiha dayîna alîkariyên mirovî bo penaberan in. + + +Dihok (Rûdaw)- Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî bi serdanekê gihişte bajarê Dihokê. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Dihokê ragihand ku, mebest ji serdana Qubad Talebanî bo bajarê Dihokê ewe da ku ji nêzîk ve agehdarî rewşa hemwelatiyên êzîdî bibe yên ku koçberî parêzgeha Dihokê bûne. + +Her di vê serdanê de, dê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihokê bicive bo behis kirina rewşa koçberên êzîdî li wê parêzgehê. +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê li pêş in, lê belê li navçeyekî ne di kontrola wan de çekdarên DAIŞê bi cilên kurdî hatin dîtin. +Çavkaniyekî ji serbazan agahî standî, di eniya şerî de ji Rûdawê re got, ";Şer berdewam e û heta niha Şingal ne di bin kontrola me de ye."; +Wî çavkaniyi behsa hîleyekî ya çekdarên DAIŞê jî kir û got, ";Çekdarên DAIŞê li Şingalê, cilên kurdî li xwe kirine û alaya Kurdistanê jî bi otomobîlên xwe ve kirine da ku weke pêşmergeyan xuya bibin."; +Li ser vê mijarê jî çavkaniyî behsa du hokariyan kir: ";Ya yekem, çekdar dixwazin derbeke wisa li pêşmergeyan bidin û ku hemwelatî wan ji hev cuda nekin. Ya duyem jî, di wextê pêşmerge derbê li DAIŞê bide de, dikarin bi vî şeklî xwe veşêrin û neyên girtin."; +Li gorî agahiyên Rûdawê bidest xistî, ji gelek aliyan ve hêzên pêşmeregeyan bi hejmareke gelek, êrişê dike. Heta niha tenê karine herin nav çiyayê wê navçeyê lê belê nekarîne bi temamî bajarî vegirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê hevdîtinek pêk anî. +Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di hevdîtina şeva borî de, taybetî mijara Şingalê û bûyerên dawî hate axaftin. +Herwiha Barzanî û Davutoglu, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û alîkariyên Tirkiyeyê yên bo herêmê sekinîn. + + +VT-05082014-Erisha Dash Li Ser Zimar-Rojava-Box + +xelkên gundê kelhê û siwêdiye û şirk û çend deverên dîtir pêşwaziya penaberên zimar û welîd dikên û xizmetiya xwe ji ware nîşan dikin +her weha ew penaber ji rûdaw re ragihandinin ku ew ji neçarî li rojava bi cî bûn û çawa derfet ji ware bê dîtin ewê berê xwe bidên başûrê kurdistnê +emê bi hevre rewşa penaberên zimar li gûndên rojava bi şopînên di vê raporta ku noçegihanê me ferhad hemo ji mere amade kirye +text +rêxistina têror ya bi navê dewleta eslamî li îraq û şam daşê di 3 rojin bûhirî êrîşeke giran anî li ser bajarokê şinga û zinar û gundê welîd û deverên dîtir û xelkên wê deverê ji tirsa daş ji herêmên xwe derketin û li cihekî aram geriyan +stby 1--xweşdîn danîş asayîş herîma kurdistnê +xelkên ji zimar û gundên derdorê reviyan eşkere kirin ku ew ji neçarî li gondên rojava bi cî bon ji ber nebona rê û tinebona otombîla ta ku derbsî başûrê kurdistnê bibin +stby 2-- penabra gundê welîd¤WA0 4800 +xelkên rojava û bi taybet li gundên ser sînor rojava bi başûrê kurdistnê pêşwaziya wan penabera kirên û dibêjin malin me male wane û çi ji me bê xwestin em emadene ji bo xizmeta birayên xwe yên başûr +stby 3-¤WA1 4848 -deham muhemd gundiyên kelhê¤WA2 4912 +gundiyên yê ku pêşwaziya wan penabera kirên dibêjin piştî êrîşa daşê metrsî li ser gondên me jî çêbo ji ber ku daşê di dema dawîde gihaşt li ser sînorê gondên kelhê û siwêdiy ku dikeve başûrê bajarê dêrike + + +پشتی ئاوارەبونا ژمارەكا مەزن ژ خەلكێ دەڤەرێن شنگال و زمار و هاتنا وان بو پارێزگەها دهوكێ چ پێ نەڤێت پێتڤی ب هاریكاریێ هەبویە ژبەر كو مال و ملكێن خو هێلاینە و بتنێ رح قورتال كریە و ژمارا وان ژی د زورن و پێچێبونێن حكومەتا باشورێ كوردستانێ پترن لەوما كارگێریا دهوك داخازا هاریكاریا خەلكی دكەن . +نە بتنێ ئێزدی نە كوردێن موسلمانن ژی و خەلكێ زومار و شنگالن ئەم بیرا خو ل چەلی بینین خەلكەكێ هاریكاریا مە كری ئەڤروكە دڤێت ئەم ژی وەك خەلكێ دهوكێ بكەین هەر چەندە هندەكێ دكەن بەلێ دڤێت هێشتا , +ژلایێ خوڤە ئەوقافا دهوكێ ژی دبینیت كو نا بیت جوداهێ دناڤبەرا ئولان دا هەبیت و دەستێ هاریكاریێ بو بهێتە درێژ كرن . +هەر ئەڤرو مە داخاز ژ هەمی مەلا كریە ل مزگەفتا كو هاریكاریا كوم بكەن ئێزدی بن یان كرستیان یان هەر مەزهەبەكێ دی ئەم داخازێ ژ خەلكێ خو دكەین بێ جوداهی هاریكاریا وان بهێتە كرن چونكە دینێ ئیسلامێ دینێ رەحمێ یە لەوما داخازێ دكەین گوتگوتك نە هێتە كرن بێژن ئەڤە غێر دینە . +رێڤەبەرێ كاروبارێن مەسیحیا ل دهوكێ ژی دخازیت ب ئێك چاڤ و دیتنەكا مروڤایەتی تەماشەی ئاوارەبویان بهێتە كرن ژبەر كو كوردستان جهێ پێكڤە ژیانێ یە . +ئەف تشتێ هاتیە كرن نوكە دڤێت مروف مروڤایەتی بەرێ خو بدەتێ نەكو بێژیت ئەڤە موسلمانە یان مەسیحی یە یان ئێزدی یە دڤێت خزمەتێ بكەت . +باشورێ كوردستانێ دڤان سالێن دوماهیێ دا ژمارەكا مەزنا ئاوارەیان ڤەحەواندی نە و بتایبەتی ل دهوكێ و دڤان روژادا رێژەكا نە چاڤەرێكری قەستا دهوكێ كریە و بەرەف زێدەبونێ دچیت . + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê bi helîkopteran zad û pêwîstiyên din ên sereke, dibin bo kurdên êzîdî li Çiyayê Şingalê.. + +Ji bo agahiyên zêdetir Rûdaw.. +Hewlêr (Rûdaw)- Di navbera cengawerên Kurdên êzîdî û çekdarên DAÎŞê de li navçeya Şêx ŞerfedînÎro sibehê pêvçûn derket û 4 çekdarên DAÎŞê bi dîl hatin girtin. +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li navçeya Şêx Şerfedîn a ser bi bajarokê Sinûn ve, şer di navbera cengawerên Kurdên êzîdî bi fermandariya Qasim Simêl û Qasim Şeşo, kargêrê şaxa Şingalê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), derket û heta niha ew şer berdewame. + +Zaniyariyên ku gihiştine dest Rûdawê diyar dikin ku, cengawerên kurdên êzîdî 4 çekdarên DAÎŞê bi dîl girtine û hejmarek çekdarên din jî kuştine. + + +Mesîhiyên tel kêf bi piraniya xwe xêzanên xwe birine devrên dûrî şer lewma ew dibêjin Tel Kêf arame lê şer nêzîkî wê ye. +Zilam û gencên Mesîhî piştî bi rêkirina xêzanên xwe vedigerin Tel Kêf da pasewaniya malên xwe bikin + +Kesayet +Yûsif biyamîn ¤WA0 4840 ¤WA1 5032 serpirşta kenîsa meshriq ya aşûrî li tel kêf +Dawûd rêkan ¤WA2 4824 ¤WA3 4872 welatiyek mesîhî +Fayz ¤WA4 4776 ¤WA5 4864 pasewanekî kenîsê + +Li qezaya tel kêf û bi taybet sentera qezayê ko 20% jê mesîhîne,ewan bi piraniya xwe xêzanên xwe birine ber bi deverên aramtir û zilam mane bo pasewaniya malên xwe +Hin welatiyên mesîhî dibêjin ko dengoyên belav dibin kirine ko zarên xwe ji til kêfê derxînintevlî ko rewş lê arame û ewlehiya sentera telkêf kontrolkiriye +Hin ciwan ne tenê pasewaniya malên xwe dikin lê kenîseyên xwe jî diparêzin +Hejmara akinciyên sentera telkêf dora 35 hezar kesî yy û welatiyê meayê hevrêzkariyê bi asayişan re dikin bo pasewaniya malên xwe + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmerge êrişeke berfireh li ser gundê Mehmûdiyê yê ser bi nahiyeya Rebîeyê dest pê kirine û çavkaniyên nefermî balê dikişîne ku di wê êrişê de, piştgiriya hêzên ezmanî û şarezayên leşkerî yên Amerîkayê ji bo hêzên pêşmerge heye. +Bi gotina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li gundê Tawûsê ango Welîd, piştî civîna hinek fermandarên hêzên pêşmerge û bi hemahengî li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG), êrişeke berfireh a pêşmerge li ser navendên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li derdora gundê Mehmûdiyê dest pê kiriye. Beriya çend saetan amadekirina vê nûçeyê, Mehmûdiye ketiye bin kontrola Pêşmerge ku duhî pêşmerge bi awayekî tektîkî jê kişiyabû. +Heval Xurşîd ku endamê şanda YPGê bû di wê civînê de, piştî bidawîhatina civînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew li gel hêzên pêşmerge rêkeftine ku heta negihine navenda Rebîeyê ew ranawestin. +Duhî, hêzên pêşmerge çûn nav bajarokê Rebîeyê û hejmarek gund û navçeyên deverê, ji wan Şêbanê, Maseka, Kelhê, Eloebara, Tawûs û Qahîre kontrol kirine û çekdarên DAIŞê ji wir paşde reviyane. +Niha gundê Qahîre xala kontrolê ya dawî ya hêzên pêşmerge ye li nahiyeya Rebîeyê ku tenê 10 kîlometran ji navenda nahiyeyê dûre, ku niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye. +Li devera Rebîeyç tenê gundên Çilbarat û Mehmûdiyê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ne ku nişteviyê herdu gundan Erebin û ligel çekdarên DAÎŞê li dijî pêşmerge çek rakirine. +Îro serê sibehê, hejmarek balafirên leşkerî navenda nahiyeya Rebîeyê bombebaran kirin. Çavkaniyeke hêzên pêşmerge li gundê Welîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku awayê bombebarana balafiran naşibihê balafirên Iraqê û li gor çavkaniyên nefermî, ew balafirên Amerîkîne ku li bingeha Incirlik a Tirkiyeyê firiyane. +Ji Sihêla de dû rê hene ku rêyek ber bi Zumar û rêya din ber bi Rebîeyê ve diçe. Ji Sihêla heta Rebîeyê 25 kîlometre di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û ji Sihêla ber bi Zumar ve gundên Çîxur, Omer Xalid, Şêxan û heta nêzîkî gundê Eynaweys ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin, liv û tevgera herdu aliyan li ser çemê Eynaweys rawestiyaye. + +Li aliyê din pirsa Eynaweys gundên Eynaweys, Mihemedaxa, Berdya, Eyn Ferz û Eynzale yê ku bi petrolê zengîn e ku piraniya xelkê wê Ereb in, di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye. + +Întro: Wezareta Çandinî û Ajalvaniya Tirkiyê di çarçoveya xebat û planên xwe yên Yekitiya Ewropayê de tapoyên muşterek êdî dewr nake û dayîna tapoyên muşterek jî rawestandiye. Gelek kirîgerên erd û zeviyan jî ji ber vê yasaya wezaretê mexdûr bûn. +VT: Li gor yasayekî Wezreta Çandinî û Ajalvaniyê gundî û kirîgerên erd û zeviyan êdî nikarin bi rehetî erdê xwe bifroşin. Di heman demê de jî tapoyên muşterek dewr nabin û di nav bera mîratgiran de jî nayê parvekirin. Ev yasa li ser xelkê û bi taybetî jî li ser kar û barên emlakvanan bandoreke xirab çêkiriye. +Soundby: Şahîn Damar-Emlakvan: +شاهین دامار خاو¤WA0 4824 ەن مولک¤WA1 4832 +''Em ji dewletê dixwazin ku vê yasayê hinekî sist bike. Ger sist nekê em ê gelek mexdûr bibin. Wezaret ji me re dibêje ''ger ku 10 donim erdê we hebe ger hûn bixwazin erdê xwe bifroşin hûn nikarin par bi par bifroşin. Divê hûn hemû doniman bi hev re bifroşin.'' Dewlet nahêle em erdê xwe li gorî dilê xwe bifroşin û pêdivitiyên xwe pêk bînin.'' +Yasaya Wezareta Çandinî û Ajalvaniyê rastî nerazîbûna kirîgerên erd û zeviyan jî hat. Kirîger dibêjin ew ji ber vê yasayê gelek mexdûrin û divê rayedarên wezaretê çareseriyek bibînin. Kirîger didin zanîn ger çareseriyeke jî neyê dîtin ew ê bikevin nav çalakî û hewldanan. +Soundby: Hamît Tûrk-Kirîger: +¤WA2 4824 هامیت تورک +کرێچی ¤WA3 4792 +''Em ê serî li Gerinendetiya Çandiniyê bidin. Ger ku Gerînendetiya Çandiniyê bersiveke li gorî dilê me nede û çareseriyeke pêk neynê em ê serî li Gerînendetiyê Tapoyê bidin. Ger me dîsa jî çareseriyek bi dest nexist em ê biçin li Enqerê bi sazî û dezgehên dewletê re bikevin nav hewldanan. Ger dîsa jî ti encam dernekeve em ê hevûdû bikûjin. Berpirsiyarê vê yekê jî dewlet e.'' +Soundby: Hasan Çîmen-Mûxtarê Taxa Çîmenan: +حەسەن چیمەن¤WA4 4848 موختاری گەڕەک¤WA5 4832 +''Ji ber vê yasayê hemû kar û barên me û danûstandinên me tevlîhev bûn. Heqê xelkê li ser min heye lê ez nikarim heqê wan bidim. Ji ber ku ez nikarim erdê xwe li gorî pêdivitiya xwe bifroşim. Heqê min jî li ser xelkê heye û ew jî ji ber vê yasayê, wekî min mexdûrin û nikarin heqê min jî bidin.'' +Emlakvan û kirîger di wê baweriyê de ne ku ev yasa feqîran feqîrtir, dewlemendan jî dewlementir dike. + + +پشتی بریارا سەرۆکێ هەرێما کورستانێ یا دەربارێ دەرکەتنا ژ رەوشا بەرگریێ و بەرسڤدایینا ئیرشێن داعشێ دە، پێشمەرگەیێن کوردستانێ ل گوندێن وەلید، قاهیرە و عەلیۆکا ل سینۆری ناحیەیا رەبیعە ئۆپەراسیۆنێن خوە دانە دەستپێکرة و چەکدارێن داعشێ ژ وان گوندان دەرخستن. فەرماندارەکی پێشمەرگە ژی دبێژە، ئەو جهێن کو بەری نها ل ناڤچەیێ د دەستێ داعشێ دە بوون، نها هەموو کەتنە بن کۆنترۆلا پێشمەرگە. هەروەها دیار دکە کو چەکدارێن داعشێ ب چەک و ئۆتۆمبیلێن خوە ژ گوندێ مەحموودیێ بەر ب گوندێ سعوودیێ ڤە رەڤیانە. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Ji bo piştevaniya êzîdiyên Şingalê, Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê mangirtineke pirotestokirina êrîşên DAÎŞê li dijî Şingalê dane destpêkirin. +Çavkaniyeke Taybet ji bajarê Efrînê Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku konê mangirtinê li meydana Azadî li naverasta bajarê Efrînê hatiye vedan. +Li gor heman çavkaniyê, bi sedan ji xelkê Efrînê û endamên Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî vê mangirtinê bûne. +Çavkaniyê diyar kir ku girevê ji du rojan ve destpê kiriye û beşdarên wê piştevaniya xwe ji Êzîdiyên Şingalê re li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ ragihandine. +Çavkaniyê herwiha diyar kir ku 25 ciwanên beşdarî mangirtinê dest bi gireva birçîbûnê kirine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Desteya Navxweyȋ ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrȋnȇ li Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî agahdar kirin ku moleta karê navendȇn xwe li Herêma Efrȋnȇ werbigrin. + +Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku Desteya Navxweyî ya Kantonê partiyên siyasî agahdar kirine ku li gor yasaya partiyan moletê bistȋnin. +Heman çavkaniyê da zanîn ku li Herêma Efrînê 11 ofîs û navendên partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (El-Wehde), 2 navendên Partiya Demokrata Pêşverû li Sûriyê, 2 navendên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, yek navenda Partiya Komunîsta Sûriyê û yek navenda Partiya Komunîsta Kurdistanê hene. +Beriya derketina yasaya partiyan ji aliyê rêveberiya Kantonê ve, ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye bi destî asayişê ve hatibûn girtin. +Her li gor heman çavkaniyê, ji bilî van navend û ofîsan, hinek navend û baregehên komele û rêxistinên civaka sivîl jî li Herêma Efrînê hene. +Rêveberiyên Xweser ên her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê partiya PYDê û hevalbendên wê hatibûn ragihandin, yasaya partiyan pejirandibû, lê partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê pênasînê bi van rêveberiyan nakin û wergirtina moletê ji wan red dikin. + + + +Kobanî (Rûdaw)- Li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 8 endamên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duhî derdora saet 9:00ê êvarî, asayîşa gundê Girikê ya li serKobaniye, li gundê Kêfûnê ku bi derdora 40 km li Başûrê herêma Kobanîyê, 8 endamên PDK-Sê ku tevlî panelekê bûbûn, girtin. + +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Hêzên asayîşê berî ku derbasî nav panelê bibin, gule bi ezman de berdan û kesên ku di panelê de beşdarbûn îhanet kirin û wêneyên Mele Mistefa Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên bi dîwarê malê de daliqandî, jêkirin û şewitandin. + +Di nava her 8 girtiyên PDK-Sê de, Mislim Mihemed û çend endamên din ên komîteya herêmî ya wê partiyê hene. + +Heta niha asayîşê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedane. + +Ji aliyê: Azad Cimkarî + +Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Girkê Legê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku alîkariyan bidin koçberên kurdên êzidî yên ku ji Şingal û Zumarê koçberî Rojavayê Kurdistanê bûne. + +Roja 3ê tebaxê çekdarên DAÎŞê avêtin ser bajarokê Şingal û Zumarê ew girtin, di encam de hejmareke zêde ji hemwelatiyan ji navçeyê reviyan û hejmarek ji wan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Şaxê Girkê Legê yê ENKSê, alîkariyên mirovî ji xwarin û vexwarinê bo wan koçberan kom kirin û gihandina cihê mayîna wan. + +Serokê şaxa Girkê Legê ya ENKS, Fexredîn Hacî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: ";Ji sibehê de me alîkariyan bo koçberên Şingalê kom dikin û gelek ji hemwelatiyên Girkê Legê û gundewarên derdora wê alîkariyê xwarin û vexwarinê pêşkêş kirin."; + +Herwiha Fexredîn Hacî da zanîn ku wan komîteyek pêk aniye bo alîkarî kirina koçberên kurdên êzîdî li navçeya Girkê Legê û gihandina alîkariyên mirovî bo wan. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Li Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne. +Mamosteyên kurdî yê ji Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê derçûyîn ji ber ku sozên dayîn wan nehatine cih, daxuyaniyek dan. +Mamoste, li ber avahiya rektoriya Zanîngeha Mardin Artukluyê kom bûn û li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. +Mizgin Turgay a ku li ser navê mamosteyan daxuyanî dayî, got piştî diyarkirina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan a di Hezîrana 2012an de ku li ser dersa bijarteya kurdî kirî, hinek zanîngehan beşa mamostetiya kurdî vekir. Lê belê hi ber ku tayîna van kesan pêk nehat, 2 sal in ev kes bê kar in. +Mizgin Turgay got Wezareta Perwerdê, tayînbûna mamosteyên kurdî bi îstatîstîka bijartina dersê ve girêdaye û wiha axivî: +";Bijartina dersa kurdî, di hefteya dawî de hat despêkirin ku vê hefteyê tu xwendekar ne li dibistanê bûn. Li geleh cihan jî bi hêceta ";Mamosteyê kurdî tune"; ders nehat hilbijartin. Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 mamosteyên kurdî li benda kadroyê ne."; +Cihgirê Rektorî Prof. Dr. Kadri Yildirim jî beşdarî daxuyaniyê bû û got ";Di gel peymana me ya li gel Wezareta Perwerdê, me pirtûkên dersê amade kir û zêdetirî hezar û 500 kesî jî mezûn kir."; +Herwiha Yildirim diyar kir ku li gorî peymanê, wan soza, herî kêm bi statûya ";mamostetiya peymanî"; bên tayînkirin ji rayedaran standibû. +Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bidin +Gonul Morkoç- Amed +Ozlem Akkan ku ji beşa mamostetiya kurdî ya zazakî derçûye bi Rûdawê re axivî: ";Êdî li dibistanan dersa bijarteya kurdî heye. Ez dixwazim bi zimanê xwe perwerdê bidim. Ji bo vê jî divê Wezareta Perwerdê pêdiviyan bîne cih."; +Ferat Demiroglu, di dibistanên dewletê de 10 sal in mamostetiya seretayî dike û li Artukluyê jî mamostetiya kurdî xwendiye dibêje: +";Ji ber ku tirkî perwerdê didim, zarokên kurdan asîmîle dikim. Li dibistanan axaftina tirkî mecbûrî ye, ji ber wê jî bivê nevê em tirkî diaxivin. Min perwerdeya mamostetiya kurdî dît, dixwazim bi zimanê xwe perwerdê bidim."; +Xwendevanan balkêşa ser pêwîstiya dayîna perwerdeya kurdî û şert û mercên rê li vê yekê digirin. Da ku mamosteyên kurdî kadroyê bistînin, divê wezaret di demekî kurt de hewl bide bo mamosteyên kurdî bigihîne tayînên meha îlonê. + + +Riha (Rûdaw) - Êzîdiyên ku li navçeya Wêranşarê ya Rihayê dijîn, ji ber êrişên çekdarên DAIŞê li dijî êzîdiyên bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di nav xof û fikaran de ne. + +Ji ber ku çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê hin herêmên li bajarokê Şingalê bi dest xistin, êzîdiyên Wêranşarê ji bo nas û xizmên xwe ditirsin. + +Halîs Avanaş ê ku li Weranşarê rûdine ji AAyê re got ku xizmên me yên li Iraqê di bin talûkeya DAIŞê de ne. + +Avanaş destnîşan kir ku ew bûyerên li herêmê diqewimin ji xizmên xwe yên li wir agahdar dibin û wiha got: "Pirsgirêkeke mezin li herêmê heye. Di peydakirina nan û avê de pirsgirêkan dijîn û xwe sipartine çiyê. Çekdarên DAIŞê kê dibînin dikujin."; + +Wî kurdê êzîdî yê bakurî diyar kir ku DAIŞ êrişî cihên pîroz ên êzîdiyan dike û got ku pêşmerge alîkariya kesên li herêmê nake. + +Semîr Welîd Qadir jî ku êzîdiyekî Başûr e, destnîşan kir ku demek berê ji ber êrişên li herêmê xwe sipartiye bal xizmên xwe yên li Tirkiyeyê. + +Semîr di berdewamiyê de wiha got: "Ji êzîdiyên ku li Şingalê dijîn re dibêjin 'Ya bibin misilman, yan jî bimirin.' Eger Barzanî piştgirî bide me, emê wan ji herêmê derxin." + +Zînî Sûre jî destnîşan kir ku bi fikar pêşhatên li Iraqê dişopînin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, 200 pêşmergeyên xwe şandiye bajarokê Şingalê da ku li dijî DAIŞê şer bikin. + +Hat zanîn, PAKa Rojhilatê Kurdistanê 200 pêşmergeyên xwe bi fermandehiya alîkarê serokê giştî yê partiyê Husên Yezdanpenah şandiye Şingalê ji bo parastina kurdên êzîdî li hember çekdarên DAIŞê. + +Alîkarê serokê giştî yê PAKê Husên Yezdanpenah ev yek ji Rûdawê re piştrast kir û got, me ev di çarçoveya stratejiya nû ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê li dijî DAIŞê de avêtiye. + +Yezdanpenah her wiha eşkere kir, wan derdora 600 pêşmergeyên xwe jî amade kirine ku eger pêwîst bû dê wan bişînin eniyên şer. + + +Sihêla(Rûdaw) – Piştî civîna şanda Civata Rûhanî ya Êzîdiyan û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, sê navendên wergirtina xortên êzîdî yên ku dixwazin herin şerê DAIŞê, hat vekirin. + +Civata Rûhanî ya Êzîdiyan ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeke civatê bi serokatiya wekîlê mîrê êzîdiyan, Mîr Hazim serdana baregeha hêla Şingalê kir û bi Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî re civiya. + +Li gorî agahiyên civatê, di civînê de li ser ewşa êzîdiyên Şingalê hat axaftin û paşê biryar hat dayîn ku sê navendên wergirtina xortên êzîdî bên vekirin da ku ew jî bikarin li kêleka hêzên Pêşmerge li Şingal û Zûmarê û cihên din li dijî DAIŞê şer bikin. + +Hat zanîn ku ew sê navendên han dê li navçeyên Sêmêl, Şêxan û bajarê Dihokê bên vekirin û navên wan xortên êzîdî yên dixwazin herin şer, tomar bikin. + +Şanda Civata Rûhanî ya Êzîdian her wiha îro li Dihokê bi Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî re jî civiya û di civînê de behsa çawaniya gihandina alîkariyên mirovî bo awareyên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê û cihên din, hat kirin. + +Kerkûk (Rûdaw) - Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Elî Mehdî îdia kir ku çekdarên DAIŞê nêzîkî bajarokê Kerkûkê bûne û wiha got: ";Em ditirsin Kerkûk jî mîna Şingalê bikeve destê DAIŞê";. + +Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Elî Mehdî ji AAyê re destnîşan kir ku çekdarên rêxistina DAIŞê tenê 10 kîlomêtran dûrî Kerkûkê ne. + +Elî Mehdî diyar kir ku pevçûnên li Iraqê her diçe zêde dibin ji ber wê jî divê bilez dijî êrişên DAIŞê tevdîr werin hildan û wiha axivî: + +"Di rojên dawîn de çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê bicîh bûne. Xwe amade dikin ku êriş bikin. Divêdijî êrişên DAIŞê tevdîr werin hildan.Bajar di bin talûkeyê de ye. Kerkûk jî dibe ku wekî herêma Şingalê bikeve destê çekdarên DAIŞê." + +Mehdî destnîşan kir ku divê teqez alîkariya navnetweyî bikeve dewrê û wiha dewam kir: "Heke piştgiriyeke navneteweyî yan jî Neteweyên Yekbûyî (NY)tinebe, pêşmerge jî artêşa Iraqê jî nikarinKerkûkê biparêzin. DAIŞ li bakurê Mûsilêgellek herêmbi dest xistine. Terorîst xwe amade dikin ku êrişî Kerkûkê bikin. Bajar di bin talûkeyê de ye." + +Berdevkê ITCê got ku milîtanên DAIŞê li başûrê Daqoqa Kerkûkê 90 gundên erebên sunnî bi dest xistine û welatiyên ji Kerkûkê ji ber DAIŞê ditirsin. +Hewlêr (Rûdaw)- Xwekujekî bi tankereke bombekirî xwe bi bazgeheke Hêzên Pêşmerge de li gundê Aliye Reş ê ser bi Mûsilê ve teqand. + +Li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê efserekî Pêşmerge şehîd bû û 13 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. + +Her li gor zanyariyan, berî ku ew xwekuj berve bazgehê diçû, Hêzên Pêşmerge gulle berdanê lê xwekuj dîsa jî gihîşte armanca xwe. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyên beşên din ên Kurdistanê dixwazin tevlî rêzên Pêşmerge bibin di şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), lê li gor peyrewa navxwe ya Wezareta Pêşmerge, ji aliyê yasayî ve nabe ku wezareta navborî pêşmergeyan ji beşên din ên Kurdistanê werbigirin. +Rêveberê ragihandin û hişyariya niştimanî di Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ";Ji aliyê siyasî ve, hemû aliyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê helwesteke niştimanperwer nîşan dan di vê demê de. Gelek hevsozin li gel me û di hemû aliyan de amadene ku alîkariya me bikin."; +Helgurd Hikmet diyar kir ku, ";Ji aliyê leşkerî ve û li gor yasa û peyrewa navxweyî ya Wezareta Pêşmerge, em nikarin xelkê beşên din ên Kurdistanê wek Pêşmerge werbigirin."; +Lê di heman demê de, rêveberê ragihandin û hişiyariya niştimanî di Wezareta Pêşmerg de got: ";Sipasî û pêzanîna me heye bo hemû helwestên niştimanî û sipasiya wan yek bi yek dikin. Em li gel hinek ji wan jî nêzîk ve rûniştine û me sipasiya wezaret û serkirdatiya siyasî ji wan re ragihandiye. Ev helwest ji aliyê dîrokê ve tê tomarkirin."; +Herwiha behsa komîteyeke taybet jî bo wê pirsê kir û da zanîn ku komîteyek wan heye bi vê pirsê ve herdem li gel wê dicivin û peyamên Wezareta Pêşmerge û serkirdatiya siyasî dighînin wan aliyan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku çekdarên DAIŞê êrîşî gundên li başûrê bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. +Li gora daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, çekdarên DAIŞê roja duşemê êrîşî gundên Hemedan, Erce, Til Nesir û Til Meirûf li başûrê Tirbespiyê kirin û navçeya Cezaa topbaran kirin. +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama wan êrîşan ku hemdem bûn de, şer di navbera hêzên YPG û DAIŞê de derketin û ew şer heta şevê berdewam bûn. +Navenda YPGê, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya, aşkere kir ku di encam de êrîşa çekdarên DAIŞê hat şikandin û 24 çekdarên wan hatine kuştin. +Hewlêr (Rûdaw)- Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên DAIŞê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. +Ajansa Anadoluyê ragihand ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, endamên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê, li ser derbarê êrîşên DAIŞê daxuyaneke çapemeniyê dan. +Daxuyanî di avahiya komeleyê de hat dayîn. Li gel endamên komeleyê kesên ku ji Başûrê Kurdistanê hatibûn jî beşdarî çalakiyê bûn. +Alîkarê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager axivî û got ku çekdarên DAIŞê êrîşeke mezin dibin bir ser axa Herêma Kurdistanê. +Çager got, "Peywira her Kurdistaniyekî ye ku vê axê biparêze û van êrîşên kirêt def bike" û wiha domand: +"Ji bo ku em Kurdistanê biparêzin, erka xwe ya neteweyî bi cih bînin, divê em biçin Şingalê, Zûmarê û cihên din yên Kurdistanê li dijî terorîstan şerî bikin. Bi axaftinên beradayî û bêwate axa welêt nayê azadkirin. Îro roja nasîna dost û dijminan e. Di van rojên girîng de, kesên ku bi nûçeyên derew hêviyên xelkê dişkênin, nabin dost. Ew kesên ku wan kiryaran dikin jî, xizmetê bo dijminan dikin." +Wekû tê zanîn rêxistina DAIŞê di demê dawî de êrîşî navçeyên Başûrê Kurdistanê Şingal û Zûmarê dike û Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina van navçeyan, bê navber şerî dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Ew 500 jinên kurd ên êzîdî ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin, niha li bajarê Mûsilê girtî ne. +Seroka komîteya bergirîkirina li mafên jinan di Parlamentoya Kurdistanê Êvar Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew jinên ku hejmara wan zêdetirî 500î ye, li holeke sporê li hember Hotêla Neynewa Palas li rojavayê bajarê Mûsilê girtî ne. +Bi gotina wê parlamenterê, rewşa wa jinan gelek xirabe. +Duh şandeke Parlamentoya Kurdistanê li kampa Şariya serdana koçberên êzîdî kirin ku ji ber êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li ser Şingal û derdora wê koçber bûne. + +Ew şanda parlamentoyê raporekê li ser rewşa mirovî ya wan koçberan amade dike ji bo pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)-Wekîlê mîrê kurdên êzîdiyên cîhanê, Hazim Mîr Tehsîn bi riya Tora Medyayî ya Rûdawê bangewaziyek li kurdên êzîdî kir. + +Hazim Mîr Tehsîn bangewazî ji jin û zilamên kurdên êzîdî kir ku çek helgirin û bi alîkariya Hêzên Pêşmegre biçin Şingalê. + +Navborî got jî: ";Bajarokê Şêxan û Şingal di metirsiyê de ne, em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku alîkariyan bo me bişînin."; + +Herwiha Hazim Mîr Tehsîn da zanîn ku xelkê Şingalê amade ne çek helbigirin û mil bi mil ligel Hêzên Pêşmerge şer bikin. + +Hazim Mîr Tehsîn got ku ";Şingal rûmeta me ye û heta dilopek xwîn di laşê de me de heye emê bergirî lê bikin."; + + +Herwiha daxwaz ji xelkê kir ku dev ji axa xwe neberdin û Şingalê vala nekin. + +Wekîlê mîrê kurdên êzîdiyên cîhanê da zanîn jî ku 380 hezar êzîdî li Şingalê hene, niha rewşa wan xirabe û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. + +Di dawiyê de, Hazim Mîr Tehsîn daxwaz kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê çek bo xortên êzîdî bişîne, herwiha bang li xortên êzîdî kir ku xwebexş biçin nav rêxên Pêşmerge û bergirî li axa Kurdistanê bikin. + +intro +şer û pevçûnên giran dinava şervanên ypg û daş li rebîaa derdikeve +ev 2 roj ypg li himber daşê radiweste û şerê wê dike û rê nadê yê ku derbasî dergeh bibe û îro bi hemahingî li gel pêşmerge wan dikarîbo daş derxînên ji rabîa ber bi gondê hemediyê bibên û şer ta anha berdewame nûşe gihanê me erhad hemo serdana ênêyên şer kir û ev raport ji mere amade kir +text +şervanên YPG û asayîşê rojava li rebîa ji aliyê til koçer û pêşmerge li gundê qahîr erîşan tînên li ser dewleta aslamî li eraq û şam daş û wan vedgerînên gondê mehmediyê ser bi nahiya rabiya ku dikeve başûrê bajarê til koçer +stby 1-- şervanekî asayîşê¤WA0 4880 4880 +piştî vekşandina hêzin pêşmerge ji rabîaa xelkên wê deverêç ku piraniya nişticiyên wê erebin jê koçber bon û beşek din li gel daşê şerê ypg û pêşmerge dikên bi dode çekdarên daşê dest danîne ser bajar lê yekînêyên parastina gel li dijî wan rawestiyan û şer û pevçonên dijwar di navbera wande çêbo. têde çekên giran hatên bi karanîn +stby 2-- şervanekî asayîşê +şervanên ereb yê bi ser eşîreta şemer di nava refên ypg û asayîşê şer +wli dijî daşê dikên û soz didên ku daşê bi dawî bikên di wan devera +stby 3-- şervanekî ereb di nava asayîşê ¤WA2 4880 +di her kêlîkekê ypg û pêşmerge bi moralek xwert û hêzeke mezin bi ser dikevên û dewleta eslamî dişkê û bi paş vedgere û direvin + +Hewlêr (Rûdaw)-Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê êrîşên DAIŞê li dijî deverên Şingal, Zummar û Rebîhe şermezar kirin û bang li hemû hêz û partiyên kurdî û kurdistanî kir ku li hember van êrîşan yek rêz bin. +Di daxuyaniyekê de, sekretariyeta giştî ya ENKSê êrîşên li ser Şingalê û deverên din yên herêmê xistine rêza êrîşên DAIŞê li ser Herêmên kurdî li Sûriyê Efrîn, Kobanî û Cizîrê û ew weke temamkerê wan wesif kirin. +Sekretariyeta Giştî ya ENKSê diyar kir ku ev êrîş li gor pilaneke sîstematîk û kîndar tên û armanca wan tirsandin, koçberkirin û valakirina Herêmê ji akinciyên wê yên resen e û ev yek bi siyaseta pakkirina regezî û olî li dijî kurdên êzîdî wesif kir. +Di daxuyaniya xwe de, sekretariyeta ENKSê bang li hemû hêz û partiyên kurdî û kurdistanî kir ku li hember van êrîşan yek rêz bin û ji bo têkşikandina pilanên şovenîst li dijî gelê kurd kar bikin. +Sekreteriyeta Giştî herwiha bang li hemû Rêxistinên navdewletî yên mirovî û raya giştî ya cîhanî kir ku van êrîşan şermezar bikin û alîkariya pêwîst ji bo gelê kurd li Kurdistana Îraqê pêşkêş bikin. +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê li gundê Aliye Reş bi destê Hêzên Pêşmerge têk çûn û reviyan. +Çavkaniyekê ji leşkerê 4ê Zêrevanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, piştî şer û pevçûneke giran, DAIŞ li gundê Aliye Reş têk çû û got: ";Hejmareke mezin ji çekdarênên wan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lewma bi giranî têk çûn û reviyan."; +Çavkaniyê amaje kir ku di encama vî şerê de di nava rêzên Pêşmerge de çendek şehîd ketin, lê hejmar diyar nekir. +Herwiha wî çavkanîyî da zanîn ku, çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Aliye Reş kirin bo mebesta kontrol kirina wê. Lê ";3 êrîşên wan hatin têkbirin û niha bi temamî reviyan."; +Gundê Aliye Reş dikeve rojhilatê Mûsilê, di navbera Hogcelî û Hemedaniyeyê de. +Şingal (Rûdaw)- Li Çiyayê Şingalê, 60 zarok, pîrejin û pîremêrên kurdên êzîdî ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor zaniyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, hejmara wan kesên ku li Çiyayê Şingalê ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane hûre û dê piştire hûr bibe. + +Peyamnêrê Rûdawê, li ser rewşa êzdîyan wiha ragihand: + +";Karesateke mirovî li Çiyayê Şingalê heye. Di bin wê germê de xelk hin bi hin jiyana xwe ji dest didin, bi taybet jî zarok û pîrejin. Xelk êdî nikare ji birçîbûn û tîbûnê xwe rabigire. Ew xwarin û vexwarina ku dibêjin bi rêya balafiran avêtine ser çiyê, kes nabîne. Bi rastî karesatek mirovî li vê de heye ku pêwîstiya wê bi hawarhatineke bilez a Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye. Em daxwaz dikin ku bi hawara 10an hezar xelk ve werin, eger na dê hemû bi komel bimirin."; + +Piştî girtina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, di roja 3ê tebaxê de heta îro bi 10an hezar kes ber bi Dihokê ve koçber bûn û hinek ji wan derketin Çiyayê Şingalê. + +Li gor zaniyariyên Wekîlê Mîrê Êzîdiyan, Hazim Beg hejmara wan 50 hezar kes e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Tirkiye ji bo tirkmenên ji Kerkûkê koçber bûyîn li Kerkûk û Dihokê 2 wargehan (kamp) çêdike. +Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) ragihand ku wan bi alîkariya Tirkiyeyê ji bo tirkmenan dest bi çêkirina wargehekê kirine. +Herwiha Cihgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşir Atalay jî got wan ji bo çêkirina wargehekê bo tirkmenan li Dihokê dest bi xebatê kiriye. +Berdevkê ITCê Ali Mehdi bi Ajansa Anadoluyê re ragihand ku Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Acîl a Serokwezîriya Tirkiyeyê (AFAD) alîkariyê dide wan ji bo çêkirina wargehekê bo tirkmenên ji Kerkûkê koçberbûyî. +Ali Mehdi got, li nêzîkî navçeya Leylanê ya Kerkûkê dê li ser erdê 15 donim ê xêrxwazekî tirkmen dayî wan dê wargehê ava bikin. Dê avakirina wargehê 2 hefteyan de biqede. +Mehdi diyar kir ku ji 30 hezar koçberan 7 hezar tirkmen in û ew niha di dibistan, mizgeft û di avahiyên înaeta de dimînin. Lê piştî wargeh hat çêkirin, ev hejmar dê bigihe 50 hezarî. +Herwiha Cihgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşir Atalay jî got ew dê ji bo tirkmenan wargehekê çê bikin û di vê wargehê de 20 hezar kes dê bimînin. +Ev demekî dirêj e ku li Iraqê, çekdarên DAIŞê dest daniye ser Mûsil, Tikrît û hinek navçeyên din. Ji ber vê jî nêzîkî milyonek sivîl ji van herêman koç kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cengawerên kurdên êzîdî êrîşî çekdarên DAIŞê li bajarokê Sinûn kirin û karîn wan çekdaran ji bajarok derbixin, lê cengaweran nikarîn di Sinûnê de bimînin. + +Axayê hoz Mala Zero, Bedel Xelef Qasim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, xortên kurdên êzîdî di nava xwe de hêzek pêk anîne û hewil didin ku navçeyê ji bin kontrola DAIŞê derbixin. + +Herwiha Bedel Xelef Qasim got: ";Îro êrîş kirin ser çekdarên DAIŞê li bajarokê Sinûn û karîn çekdaran ji wê navçeyê derbixin, lê ji ber nebûna ezmûna wan di warê şer û leşkerî de, ji navçeyê vekişiyan."; + +Roja 3ê tebaxê çekdarên DAIŞê dest danîn ser Şingal, Zumar û çend navçeyên din, bi wê sedemê şêniyên Şingalê koçberî çiyayê Şingalê bûn û beşek ji wan jî berê xwe dan parêzgeha Hewlêrê. + +وێنەگر / هەژار خورشید +انترو /شاندەكێ پەرلەمانتارا سەرەدانا ئاوارەبوێن شنگال و زوما ركر و ژنێزیك سەحا رەوشا وان كر لێ ئەو دخازن كو دهەوارا كەس و كارێن وانا بچن ئەوێن ل چیایێ شنگال ماین ژبەر كو درەوشەكا خراب دا دژین . +ل دور رەوشا خەلكێ شنگال و زومار و ئاوەرەبویا پەرلەمانتارێن كوردستانێ ژی هاتنە دەنگ و سەرا جهێ ڤەحەواندنا ئاوارەبویان دا كو لجنەك هاتیە پێك ئینان ژ هەمی فراكسیونا و ژ دەه پەرلەمانتران پێك دهێت بو دیتنا رەوشا ئاوەرەبویان و كەس و كارێن وان . +بەیار تاهر¤WA0 4832 / پەرلەمانتار¤WA1 4832 +پشتی ڤێ سەرەدانێ بزانین كا پێتڤێن ڤان ئاوارا چیە دێ بریارێن پێتڤی وەرگرین داكو حكومەتێ هان بدەین ڤێ رەوشێ سڤك بكەن ل سەر خەلكی بتایبەتی برایێ نمە یێن ئێزدی . +ژبلی رەوشا خرابا ئاوارەبویا ئەو چاڤەریی كەس و كارێن خو دكەن ئەوێن ل چیایێ شنگالێ ماین كو بتنێ برێیا پەیوەندێن تەلەفونی ئاگەه ژ ئێك هەیە . +ئاوارەبویا شنگال +خو ئاڤێژی نە دەنە مە ئەم ئەڤێ ل ڤێری بتنێ زاروێن مە ژ چیا راكەن بلا ئەرد و مال هەمی بو وان بیت بچیكێن مە هەمی مرن ئاف نینە ڤەخون خو كانی ژی د چایا دان ینن . +ئەوێن بارێ تەندروستیا وان ئالوزبوی بتایبەتی ژن و زاروكن و بەری كرن ژ مافێن ژنان پەرلەمانتار ب ئەركێ دزانن . +ئێڤار ئیبراهیم¤WA2 4856 / پەرلەمانتار¤WA3 4832 +جهێ نیگەرانیە هەر ئەڤرو چەند دەمژمێرەك بەری نوكە سێ ژنێن دوو گیان گیانێ خو ژ دەست دایە ژ رویێ تەندروستی و دەرونی بارەدوخێ باش نینە ئەم هەر نوكە دێ پەیوەندیێ ب وەزارەتا تەندروستی كەین داكو تیمێن گەروك بهێنێرن بو زاروك و ژنا . +چیروكێن جودا جودا دهێنە بهیستن ل دور چیایێ شنگالێ و خەلكێ ئاوارەبوی و ئەو داخازا پتر پشتەڤانیێ دكەن . +ئاوارەبویی شنگال +مە دڤێت هین هاریكاریێ بكەن هین ئاڤێ چەكی بگەهینە چیایی ئەو یێت ئاسێ بوین . +حكومەتا باشورێ كوردستانێ ب هەمی سازیێن خوڤە هەول دەت زی چارە بهێنە دیتن سەرەدانا پەرلەمانتارا ژی رەنگە ببیتە گڤاشتنەك بو پشتەڤانیا رێخراوێن نیڤدەولەتی . + + +نهتنێ خهلكێ شنگال دهربهدهر بوون و ژوى باژێڕىدويركهفتن بهلكى هندهك دخێزانا خوژيدا ژێك دوركهفتن و ژێك ڤهقهتيان هندهك ژوان چيڕۆكێن خهمناك ژى لگهلن. ئهوان نوكه پێتڤى بهاريكاريا خهلكێن دهۆك و زاخۆ و شێخانه. هندهك ژى دبێژن بلا بههرئاوايهكى بيت هاريكاريا بگههيننه چيايێ شنگال چونكى ژيانا وان دمهترسيێ دايه. +........................................................................................ +ئهڤه 13 ساڵه هيڤێن لهيلايێ ئهوبوون كو زارۆكهك ههبيت ، ئهوێ و ههڤژينێ خۆ ههمى حهژێكرن و ڤيان دناڤبهران خۆدا چاندبوون، بهيڤى بوون گولهك شين ببيت و زارۆكهك ههبيت. +لهيلا دبێژيت :"ئهز زهڵامێ خۆ بوون ، ئهڤ 13 ساڵه ت زارۆكێ مه نينن ، ئهو ل ور مايه ئهز هاتمه ڤێرێ ، ل ور خهلكێ دگرن، دكوژن، ت كهس ژدهستێ وان رزگار نابه، ئهم گهلهك دمهمنوونن كو وه هاريكاريا مهكرى، هيڤيه هۆن دههوارا خهلكێ چيايێ شنگالدا بچن". +نهتنێ لهيلا بهزاران ژ خهلكێ شنگال دهربهدهربووينه و نوكه ل دهڤهرێن دهوروبورى زاخۆ دهۆك و شێخان و بتايبهتى يێن ئێزدى نشين ئاكنجى بووينه، و دڕهوشهكا خراپدانه ئهو بتايبهتى كو وان هيچ پێتڤييهكا سداه ژى لگهل خۆ نهئينايه. +گهنجهكێ شنگالى دبێژيت: "ئهم هيڤى دكهين ، دههارا مه بهێن خهلكێ بيانى امم المتحده ئهمريكا و ههر خهلك ێدكوژن مه پێتڤى بهاريكياريايه." +هندهك ژى خۆ ژبيڤه كرييه و داخازا هاريكاريێ بۆ هندهكێن ديتر دكهن. +گهنجهكێ ديتر دبێژيت: "ئهم هيڤيى دكهين دههوارا خهلكێ چيايێ شنگال بچن زارۆك ل وێرێ دمرن ژبرسا بلا ئاڤێ خوارنێ بگههيننه وان." +ل دهۆكێ ژى ساخلهميادهۆك ههوهكا كومكرنا پارهى دناڤ فهرمانبهرێن خۆداكر و رێكخراوێن خێرخواز ژى دهستدايه هاريكاريا وهكى خارن و ڤهخوارنا و ئهوقافێ ژى دووشهك بهتهنى ژى بۆ ڤى خهلكى برينه. +موسێ احمد ، رێڤهبهرێ رێكخراوا بارزانى يا خێرخوازى دبيژيت، ئهڤان پێتڤه بهههمى هاريكاريا زارۆكان و ئهڤان چ دگهل خۆ نهئيناينه و چ تشتێ سهرهتايى ژى لگهل خۆ نهئيناينه، لهو داخازێ ژ ههمى رێكخراوێن خێرخواز و هاريكاريێ ههوڵ بدهن هاريكاريان زوى كومڤهبكهن و ئهم داخازێ دكهين كهمپهك بۆ بهێته دامهزراندن". +ههر چهند ئهوێن خۆگههاندينه دهڤهرێن نل بن دهستێ داعش ژى چ لگهل خۆ نهئيناينه و پێتڤى يه بههمى هاريكاريايه لێ يێن دچايێ شنگالدا پتر ئهڤان ژى پێتڤى بهاريكايانه. +...."نوكه خهلكێ ههمى شنگال لهيلايه بهشهك ل ڤێڕه چاڤێ وان ل هاريكاريێ تخهلكينه و بهشهك ژى دچايڕا ئاسێبووينه و چاڤێ وان ل دهستێ پێشمهرگهيه كو دههوارا وان بچيت".... + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) 300 hemwelatiyên kurd li navçeya Şingalê kuştine. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji dema girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve di 3 tebaxê de, nêzikî 300 kurd ku piraniya wan êzîdî ne, ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. + +Ew kuştina bikomel a kurdên êzîdî bêtir li komelgehên (Sîba, Şêx Xidir, Girzerk û Gir Uzêr) hatine encamdan. + +Kurdên wê navçeyê bi taybetî li Gir Uzêr, ji demjimêr 2ê şev ve û heta 6ê sibehê bi çekên sivik rûbirûyê DAIŞ dibûn. Lê bi sedema ku ti hêzek neçûn bo piştgiriya wan û gulle bi wan re neman, neçar bûn vekişin. + +DAIŞ, behsa wan êrîşên xwe dike li ser devera Şingalê û radigihîne ku ew dixwaze ";Wîlayeta Mûsilê"; bi temamî kontrol bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Êzdiyên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê direvin, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbas bûn. Ji vê derê jî derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin. +Êzdiyên ku bi derfetên xwe ji navçeya Şingalê û gund û bajarokên wê revîn, hatin Silopiyê. Ji bo ku biçin cem mirovên xwe bi otobusan diçin Stenbol, Aksaray û Ispartayê. +Êzidiyên bi peyamnerê ajansa DHAyê re axivîn dan zanîn ku çekdarên DAIŞê xanî û gundê wan hilweşandin. Ji ber van êrîşan ew mecbûr man cih û warên xwe biterikînin. +Heyder Omerê ku ji ber êrîşên DAIŞê revî, diyar kir piştî ku çekdarên DAIŞê hatin gundê wan, ew neçar man cih û warê xwe biterikînin. +Omer destnîşan kir ku endamên DAIŞê li Til Ezir û derûdora wê qetlîam kirin û keç û jin birin bajarê Mûsilê û got: +"Serê mêran jê kirin û jin jî revandin. Tu çekên me tunebûn ku em li dijî wan şerî bikin. Eger ku çekên me hebûna em dê li wir bimana û me dê li ber xwe bida. Lê belê piştî ku wan gundên me vegirtin em neçar man ku cihê xwe biterikînin û a niha jî em hatin Tirkiyeyê û ji vir jî em dê biçin cem xizmên xwe." +Nîdal Xalid jî diyar kir piştî ku DAIŞê gundê wan vegirt, her tişt rûxandin. Xalid, da zanîn ku ew bê parastin û sitargeh man û tu kesî jî alîkariya wan nekir. +Nûnerê şirketa otobusê ya li Silopiyê Idris Akyel diyar kir ku di van rojên dawî de ji ber şerê li Iraqê gelek kes derbasî Tirkiyeyê dibin. +Herwiha da zanîn ku heta niha bi qasî 3-4 hezar kes hatine. + + +Gwêr (Rûdaw)-Peyamnêrê Rûdawê çû eniya şerî ya di navbera Pêşmerge û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ). + +Ew dîmenên hûn dibînin ên li bajarokê Gwêr û Mexmûrê yên Hêzên Pêşmerge ne ku bersiva êrîşên çekdarên DAIŞê didin. + + +Hewlêr (Rûdaw)-Alîgirên serokê Sûriyê Beşar el-Esed îro li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî êrîşên DAIŞê li ser Sûriyê lidar xistin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku, saet 12:00ê nîvro, alîgirên serokê Sûriyê Beşar el-Esed li navenda bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê DAIŞ protesto kirin. +Xwepêşander li çerxerêya Sebih Behrat li naverasta bajarê Qamişlo kom bûn û di meşekê de sloganên li dijî êrîşên DAÎŞê li ser Sûriyê avêtin. +Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAIŞ êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê li fewca el-Mêlebiyê, 20 kîlometroyan li başûrê Hesekê kiribûn. Di encama êrîşê de fermandarê fewcê û hejmareke mezin ji serbazan hatibûn kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şerî yên Iraqê li eniya şerî ya Şingalê piştgiriya hêzên pêşmerge dike û êrîşê dibin ser komên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ). +Li gorî zaniyariyên peyamnêrê di eniya şerî de, niha li Şingal û Zûmarê bombardimanek xurt ji aliyê balafirên şerî ve li ser çekdarên DAIŞê tê kirin. +Ev piştgirî bo hêzên pêşmerge, piştî hewldana Herêma Kurdistanê û israra Amerîkayê ya li hikûmeta Bexdayê pêk tê. +Herwiha Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihand ku îro balafirên şerî yên Iraqê çekdarên DAIŞê li Şingal, Hemîdiye û gundê Qahîreyê bombearan dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Şingal û Rebîeyê di eniya şerî de pêşveçûna pêşmerge didome. Hêzên DAIŞê li Sinûnê ji aliyê pêşmergeyan ve hatine dorpêçkirin. +Li gorî zaniyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yên gav bi gav, hejmara hêzên pêşmerge li Çiyayê Şingalê zêdetir dibe. +Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Pêşmerge li ser sînorê Tirkiyeyê yê nêvdewletî ber bi Mûsil û Zûmar di pêş de ye. +Li gundê Mehmûdiyê jî di nava hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şerekî xurt didome. +Herwiha hêzekî zêde yê pêşmerge gundên derdora bajarokê Sinûneyê ya di destê DAIŞê de stand û gihişt hêzên kurdên êzidî ku ev çar roj in di bin fermandariya Qasim Smêl û Qasim Şeşoyî li hemberî DAIŞê di avahiya PDKê ya Şingalê de di şerî dene. +Bajarokê Sinûneyê ser bi navçeya Şingalê ye û dikeve 120 kîlometreyan rojavayê Mûsilê ye. Sinûne cihekî stratejîk e. +Li gorî agahiyên herî dawî, çekdarên DAIŞê li hemberî êrîşên hêzên pêşmerge li aliyê Til Kêf û Gwêr ve car caran êrîş dikin, lê bê encam paş ve diçin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ragihand, hêzên Pêşmerge Geliyê Kesê li bintara çiyayê Şingalê ji destê DAIŞê derxistine. Berpirsê PDKê li Şingalê jî got, ziyaretgeha Şêx Şerefedîn nehatiye teqandin. +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li eniya şer li Şingalê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn îşev Geliyê Kesê ji destê DAIŞê derxin û da zanîn, pêşmerge derbasî çiyayê Şingalê bûn û ber bi bajarokê Şingalê ve jî diherikin. +Ji aliyekî din, berpirsê PDKê li Şingalê Serbest Babîrî jî ji Rûdawê re got, mezarê Şêx Şerefedîn nehatiye teqandin û got, av û xwarin ji wan kesên ku xwe avêtine ber bextê Şêx Şerefedîn re hatiye dabînkirin. +Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, av û xwarin negihîştiye destê gellek ji awareyan. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li devera Guwêrê ya Mexmûrê ku nêzîkî bajarê Hewlêrê ye, li çend aliyan ve li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonên berfireh kirine û ber bi pêşve diçin. +Peyamnêrê Rûdawê li devera Guwêrê ragihand ku çekdarên DAIŞê îşev xwestin bikevin nav devera Guwêrê lê rastî bersiva hêzên Pêşmerge hatin. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, çekên giran di destê hêzên Pêşmerge de heye û pêşmerge li her derî belav û binecîh bûne. +Rayederên pêşmerge û ewlehiyê dibêjin, DAIŞ ji ber ku fişara ku li Şingalê li ser wan heye kêm bike êrişî Guwêrê dikin. + +Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji Rûdawê re got: Bila gelê Kurdistanê bi taybet xelkê Hewlêrê netirsin ji ber ku rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye..... + +Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî li Mexmûrê ji Rûdawê re got, rewşa Mexmûrê aram e û ti şerek tê de tine. + +Hadî da zanîn, hêzeke mezin a Pêşmerge jî gihîştine Mexmûrê û li wê herêmê belav bûne.... + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand, bila qet gelê Kurdistanê netirsin û dilgiran nebin ji ber ku hêzên Pêşmerge dê tevahiya terorîstan ji nav bibin. +Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî, îşev li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û şerê ku li hinek deverên Kurdistanê didome, peyamek belav kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêzên Pêşmerge bawer dike û soz dide ku nehêle terorîst xaka Kurdistanê pîs bikin û li pêşiya pêşketina jiyanê bibin asteng. +Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku hêzên Pêşmerge li eniyên Şingal, Celewla û Mexmûrê derbên giran li terorîstên DAIŞê dane û ber bi pêşve diçin. + +Serokwezîr Barzanî ji gelê Kurdistanê xwest, qet netirsin û ji rewş dilgiran nebin ji ber ku em soz didin bi destekî pola li DAIŞê bidin, jixwe terorîst li hember derbên Pêşmerge ji hev ketine. +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî bendava Mûsilê kirin, lê bi sernekeftin û 3 ji wan jî hatin kuştin. + +Çavkaniyekê ji fermandeya Spîlk a Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku, îro serê sibehê çekdarên DAIŞê ji nêzikî Mûsilê êrîşî ser bendavê kirin. Lê Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êrîşa wan hat têk şikandin. + +Çavkaniyê da zanîn ku, di wî şerî de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 4ê din jî birîndar ketin. + +Herwiha çavkaniya ji Hêzên Pêşmerge ew jî diyar kir ku, piştî şikestina çekdarên rêxistina navborî çekdar ji wê navçeyê reviyan û Hêzên Pêşmerge şûna wan girtin. + +Li gor axaftina wî çavkani, niha Hêzên Pêşmerge di pêşengiyê de ne û çekdarên DAIŞê ji navçeya Wankê derxistine. Çavkanî got, ";Çekdar ber bi çend gundên erebnişîn ve reviyan."; + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di wê rûbirûbûnê de Pêşmergeyek şehîd ket û 3 din jî birîndar bûn. + +Mexmûr (Rûdaw)- Li der û dorên Mexmûrê şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de didome. +Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji Mexmûrê ragihand ku niha li gundê Dugirdikan li qeza Mexmûrê pêvçûn hene. Hêzên Pêşmerge bi rokêtan êrîşî çekdarên DAIŞê li wî gundî dikin. +Li ber van, îro, balafirên Mêg yên iraqî, navendên rêxistinê, li gundê Girdikan bombebaran kirin. +Pêyamnêrên me ragihandin, Hêzên Pêşmerge 3 gundên li wê navçeyê xistin bin kontrola xwe. + +Herwiha da zanîn ku Pêşmerge biryar daye heta ku tevahiya navçeya Mexmûrê kontrol nekin, ew êrîşa xwe ranawestînin. + + +Hemdaniyê (Rûdaw)- Hate ragihandin ku rewşa bajarokê Hemdaniyê yê girêdayî parêzgeha Neynewayê, niha arame û heta saet 12ê şevê dikan û qahwexaneyên wê vekirî bûn. +Peyamnêrê Rûdawê Sîrwan Ebas li bajarokê Hemdaniyê diyar kir ku Xiristiyanên bajêr piştgiriya Pêşmerge dikin û li kêleka wan di şerê çekdarên DAIŞê de ne. +Hemdaniyê bi temamî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û çend xortên Xiristiyan jî yekîneyeke çekdarî ava kirine ji bo piştgiriyê. +Herwiha, ji bilî pêşmerge, endamên partiyên Kurdistanê alîkariya Pêşmerge dikin û dibêjin ti metirsiyek nîne ku DAIŞ dest deyne ser navçeya wan. +Derbarê morala Pêşmerge de, peyamnêrên Rûdawê got ku wan serdana hemû xalan kirine û fermandar piştrastin ku ew dikarin parêzgariyê li navçeyê bikin. + + +Mexmûr (Rûdaw)- Wezîrê pêşmergeyên Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir derengiya şeva borî serdana qeza Mexmûrê kir û got ku li Mexmûrê rewş arame. +Mistefa Seyid Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihnad ku li eniya şer li Mexmûrê, çekdarên DAIŞê pêşde neçûne û ew ne di nav bajarokê Guwêr de ne jî. +Wezîrê pêşmerge daxwaz ji hemwelatiyên Mexmûr û derdora wê kir ku ji ber tirs û dilgiraniyê malên xwe bi cî hiştine, vegerin malên xwe. +Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir herwiha ji Rûdawê re got ku hêzên pêşmerge li çeperên xwe ne yên ku ji 10 hezîrana borî ve li wir bi cî bûne. +Wezîrê pêşmerge aşkere kir ku programeke wan heye daku wan navçeyan kontrol bikin ku çekdarên DAÎŞê li Guwêr û Şingalê dest danîn ser. +Hewlêr (Rûdaw)- Li nêzikî bendava Mûsilê, Hêzên Pêşmerge 8 çekdarên DAIŞê kuştin û 12ê din jî bi dîl (esîr) girtin. + +Fermandarekî hêzên Zêrevanî, bi navê Bêseran bi rêya telefonê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, di şerê îro de li nêzikî bendava Mûsilê me termê 6 çekdarên DAIŞ li cihekî û 2 termên din li nav bendavê dîtin. + +Bêseran da zanîn ku ti nasnameyek di berîka kuştiyên DAIŞê de nebû, lê tenê 200 dolarê amerîkî di berîka yek ji çekdaran de bû. + +Herwiha navborî aşkere kir ku di heman şerî de, Hêzên Pêşmerge 12 çekdarên DAIŞê bi dîl girtin. + +Berî niha çavkaniyekê ji fermandariya Spîlk a Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku, îro serê sibehê çekdarên DAIŞê li der û dorên Mûsilê êrîşî ser bendavê kirin. Lê Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êrîşa wan hat têk şikandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê ragihandin û hişyariya niştimanî di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ragihand ku şerê Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li bajarokê Guwêr berdewame. + +Helgurd Hikmet di çarçoveya beşdariya wî di bulteneke nûçeyan a televîzyona Rûdawê de, balkişande ser şerê Hêzên Pêşmerge û DAIŞê li bajarokê Guwêr. + +Hikmet derbarê wî şerî de ragihand ku, şer berdewame û çavlirêy encamên erênî û baş, di şerê de bo Hêzên Pêşmerge dikin. + +Herwiha wî berpirsê wezareta pêşmerge ragihand ku li sînorê Mûsilê jî, Hêzên Pêşmege di pêşengiyê de ne û çend kilometran çûne wî aliyê bendava Mûsilê û bendav bi temamî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye. + +Derbarê sînorê Şingalê de, Hikmet tekez kir ku, Hêzên Pêşmerge karîn derfetê vekin da alîkariya derbederên li çiyayê Şingalê bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li çend eniyekê şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame, Pêşmerge li navçeya Sihêle berê xwe dane gundê Dugirdikan, ku 2 kilometran ji gundê Sinûn dûre. + +Pêşmerge riyek 10 kilometirî li Dugirdikan vekiriye, heta çiyayê Şingalê û mezargeha Şêx Şerfedîn kontrol kirine û heta niha şer berdewame û Pêşmerge dixwaze heta wek Sinûnê pêşengiyê bike. + +Duh êvarî jî, 150 malbat di dema şer de hatin rizgar kirin, ku ew yek hefte bû li çiyayê Şingalê bûn, sedema rizgarkirina wan hemû malbatên kurdên êzîdî ewe ku riyeke berfereh heye û aliyekî rê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye û di dema derbasbûna malbata bi wê riya di navbera Pêşmerge û çekdaran de, gulle hatin berdan, heta niha şer berdewame û fermandeyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge dibêjin ku heta çend demjimêreke din dê her du aliyên rê werin kontrol kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Sihêle got: ";Çekdarên DAIŞê êrîş kirin li ser bendava Mûsilê û 3 endeziyarên jin ligel xwe anîbûn da li gor nexşeya bendavê cihê Pêşmerge aşkere bikin, ew her 3 endaziyar ji aliyê Pêşmerge ve hatin girtin û otombîleke leşkerî ji corê Hummer yê DAIŞê hat şewitandin."; + +Derbarê navçeyên Tilkêf û Şelelat ve, peyamnêrê me ragihand ku: ";Balafirên Iraqî pêgehên çekdarên DAIŞê li Tilkêf û Şelalat berdoman kirin û ev du rojin ku balafirên amerîkî jî beşdarî wê bordomana azmanî dikin."; + +Hevdem peyamnêrê Rûdawê li eniya şerê Pêşmerge li gundê Qahire û bordoman kirina çekdarên DAIŞê li Mehmûdiye û Siûdiye, got: ";Ji duh ve, Hêzên Pêşmerge gundê Mehmûdiye bordoman dikin û di encama bordomanê de muxtarê gundê navborî hat kuştin."; + +Peyamnêrê me da zanîn ku, ev demeke dirêje ku xelkê sivîl li gundê Mehmûdiye, Qahire, Siûdiye û Welîd nemane, ew muxtarê ku hatiye kuştin jî hevkarê çekdarên DAIŞê bû. +Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmerge ragihand ku li bajarokê Guwêrê ragihand ku di êrîşekê de wan 5 çekdarên DAIŞê dîl girtine. +Çavkaniyeke hêzên pêşmerge, li eniya şerî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ";Hêzên pêşmerge li çend girên derdora Guwêr dest bi planekî berfireh kirine û bi êrîşan ziyaneke mezin dane çekdarên DAIŞê."; +Lo gorî agahiyên çavakanî, heta niha 5 çekdarên DAIŞê hatine dîlgirtin. Herwiha anî ziman ku ";Dê di demekî nêzîk de mizgîniya serketina pêşmerge bidin gelê Kurdistanê."; +Di şerê îro li bendava Mûsilê di navbera pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 12 jî hatin dîlgirtin. + + +Mexmûr (Rûdaw)- Ji demjimêr 4ê sibehê û heta 11ê nîvro ve, şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li gundê Dugirdikan berdewam bû. Peyamnêrê Rûdawê jî dibêje ku di wî şerî de DAIŞ têk şika û bi temamî ji navçeyê vekişiya. + +Pyamenêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Neberd Hisên li ser zarê fermandeyekî Pêşmerge li wê navçeçyê ragihand ku, bergiriya tund a çekdarên DAIŞê bo wê yekê bû ku çend termên wan bi cih mabûn û dixwestin bibin, piştî ku ew terim birin, ji navçeyê vekişiyan. + +Derbarê pêşengiya Pêşmerge û hejmara kuştiyên DAIŞê de, peymanêrê me got: ";Hêzên Pêşmerge navçeyên derdora Dugirdikan jî kontrol kirine û heta niha her di pêşengiyê de ne, zêdetir ji 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çendîn otombîlên wan hatin şewitandin."; + +Hevdem peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Mexmûrê ragihand ku, rewşa niha li qeza Mexmûrê arame û xelkên ku duh ji qeza yê derketibûn îro vegeriyan. +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê12 partî û rêxistinanîro li ser êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) daxuyaniyek hevpar dan û ev yek bi tundî şermezar kirin. +Li Amedê 12 partî û rêxistinan, derbarê êrîşên DAIŞê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê û rewşa kurdên êzidî de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser amadekariya Rêvebirya Herêma Kurdistanê û ev êrîş weke sedema vê yekê nîşan dan. +Herwiha bang li hemû rêxistin û dezgehên kurd ên Bakurê Kurdistanê kirin ku li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin. +Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: +";Îro çawa ku hevkêşa siyaseta bêkurd ya li Rojhilatanavîn nayê damezirandin, her wisa jî di serî de perçeyên welatê me yên başûr û rojavayên Kurdistanê û gelê me di pêvajoyeke azadiya niştimaniyê de ye. Amedekariya serxwebûnê ya hukûmeta Başûrê Kurdistanê, hewldanên bidestxistin û pêşvebirina Rojavayê Kurdistanê, xîretên nûjenkirina tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna li ser azadbûna niştimaniya Bakurê Kurdistanê, pêngavên sereke yên geşedan û bûyerên nû ne."; +Di daxuyaniyê de destnîşanî 3 xalên girîng hat kirin: +1- Pêşî me li ser stratejiya mayînde ya tifaqa netewî ya Bakurê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn. Pêvajoya diyalog û hevdîtinan di dîroka 25.08.2014an de dê bê domkirin. +2- Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê. +3- Em êrîşen DAÎŞê ku duh li ser Rojavayê Kurdistanê îro jî li ser Başûrê Kurdistanê ne, lanet dikin. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku êrîşên DAÎŞê di demeke kin de dê bên şikestin. +Daxuyaniyê de banga alîkariyê bo kurdên êzidî hat kirin û hat xwestin ku li dijî êrîşên DAIŞê yên li du perçeyên Kurdistanê, hemû kurd bibin yek. +Partî û rêxistinên daxuyanî dayîn ev in: +Înîsiyatîfa AZADÎ +Partiya Heremên Demokratîk (PHD) +Komeleya Kurd ya Şoreşgera Demokrat (KKŞD) +Kongreya Civaka Demokrat (KCD) +Partiya Beşdarvanên Demokrat (KADEP) +Platforma Demokratên Kurd (PDK) +Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) +Hewldana Partiya Kurdistanê (Hewldan - HPK) +Med Zehra +Nûbihar +Platforma Oze donuş +Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PAS) + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser pevçûnên di navbera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û pêşmergeyan de Hêzên Artêşa Tirk (TSK) tevgeriya. Jetên Tirkiyeyê li ser herêmê firîna keşfê kirin. +Helwesta DAIŞê ya li hemberî Wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiye bi hevre kir teyaquzê. +Li gorî nûçeya di medyaya tirkî de, jetên tirk, li asîmanên Iraqê dest bi firînên keşfê kirin. +TSKê, Firokeyên Bêmirov (IHA) û jetên F-16 şandin herême. +Li gorî nûçeyê TSK, bûyerên li herêmê ";gav bi gav"; dişopîne. +Wekû tê zanîn 3ê Tebaxê DAIŞê, dest bi êrîşa navçeyên Mûsil ên kurd û hinek navçeyên Herêma Kurdistanê kiribû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji navçeya Mexmûrê reviyan. + +DAIŞ li ser tora civakî ya Twitterê reva çekdarên xwe ji navçeya Mexmûrê ragihand ku ew rev bi ";Vekişan"; binav kir. + +Reva çekdarên rêxistina navborî bi navçeya Mexmûrê piştî wê yekê tê ku, ev 24 demjimêr bûn ku Hêzên Pêşmerge pêgehên wan bi giranî bordoman kirin û hêzeke mezin a Pêşmerge jî bo wê navçeyê hatine şandin. + +Ji demjimêr 4ê sibehê û heta 11ê nîvro ve, şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li gundê Dugirdikan berdewam bû. Peyamnêrê Rûdawê jî dibêje ku di wî şerî de DAIŞ têk şika û bi temamî ji navçeyê vekişiya. +Hevdem peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Mexmûrê ragihand ku, rewşa niha li qeza Mexmûrê arame û xelkên ku duh ji qeza yê derketibûn îro vegeriyan. + +Çiyayê Şingalê (Rûdaw)- Li Çiyayê Şingalê trajediya mirovî derbasî roja 5em dibe û nêzikî 50 hezar kurdên êzîdî lê asê mayîn, xwarina pelê daran ji wan re nabe alîkar da jiyana xwe berdewam bikin, lê ji ber nebûna xwarin û vexwarinê jiyana xwe ji dest didin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Berekat Îsa ku yek ji wan kesane ev 5 rojin li ser Çiyayê Şingalê bêy av û xwarin asê mane bangwaziyek bi riya Rûdawê şand bo hemû cîhanê û ragihand ku: ";Xelk li ser çiyê ji birçîna pelê daran dixwin.!"; + +Berekat Îsa balkişand: ";Li ser çiya karesateke mirovî heye, xelk ji birçîna jiyana xwe ji dest dide. Av û xwarin nîne. Ew xwarin û vexwarina ku dibêjin bi rêya balafiran avêtine ser çiyê, kes nabîne. Bi rastî karesatek mirovî li vê de heye ku pêwîstiya wê bi hawarhatineke bilez a Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye."; + +Peyamnêrê Rûdawê duh ragihandibû ku, di rojên borî de ji ber birçîbûn û tîbûnê 60 zarok, pîrejin û pîremêrî li ser Çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan. Îro jî 3 kesên din ji ber nebûna xwarin û avê jiyana xwe ji dest dan. + +Îsa got jî ku, gav bi gav, dem bi dem û saet bi saet rewş xirabtir dibe û pêwîstiya xelkê bi hawarhatina bilez heye. + +Peyamnêrê Rûdawê zêdetir got jî: ";Xelkê her du rêyên ser çiya bi keviran girtine, da çekdarên DAIŞê nikaribin derbasî Çiyayê Şingalê bibin. Hin car xelk dixwaze ji çiya dakeve da xwarin û avê ji bi xwe re bînin, lê ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê, ew neçar dibin carek din vegerin serê çiya."; + +Dîmenek din a trajedî ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji nava derbederên kurdên êzîdî yên li ser çiyê asê mane ji me re ragihandî ewe ku, hin malbat hene ku endamê wê hev winda kirine ";Hin endamên malbatê hene ku li serê çiya derbedr bûn, di demekê de ku hin endamên din ên heman malbatê koçberî parêzgeha Dihokê bûne, yan jî çarenivîsa wan windayî ye."; + +Berekat Îsa behsa rewşa xwe jî kir û got: ";Ji duh nîvro ve min hinek birinc ê bê nan û bê av xwariye. Ev 5 rojin ku min hevjîn û zarokên xwe nedîtine. Rewşa min jî wek rewşa hemû xelkê li ser çiyaye, di rewşek gelek xirab de dijîn."; + +Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di encama du teqînan de herî kêm 6 kes mirin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn. + +Endamê Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got, îro li bajarê Kerkûkê du teqîn çêbûn ku teqînek li ber avahiya Husêniyê çêbû ya din jî li ber avahiya Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê qewimî. + +Ehmed Eskerî ragihand, di Husêniyê de penaberên bajarokê Tileferê yê Mûsilê yên ji ber êrişên DAIŞê reviyabûn Kerûkê tê de diman. + +Li gorî agahiyên Eskerî, heta niha 6 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn. + +Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, rewşa hinek ji birîndaran giran e lewma dibe ku hinek birîndar jiyana xwe ji dest bidin. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê biryar da heyama 24 saetan tora civakî ya Facebookê li bajarê Hewlêrê bide sekinandin. + +Berpirsekî ji Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, encumenê biryar daye ji ber rewşa ewlehiyê tora civakî ya Facebookê heyama 24 saetan bê girtin. + +Wî berpirsî anî ziman ku ev biryar ji hemû şîrketên înternetê re hatiye ragihandin. + +Hat zanîn, Facebook tenê li Hewlêrê hatiye sekinandin lê li Dihok û Silêmaniyê biryarekî wisa nehatiye dayîn. + +Li Başûrê Kurdistanê tora civakî ya Facebookê bi awayekî aktîf tê bikaranîn. +Silopî (Rûdaw)- Kurdên êzidî ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) koçberî Bakurê Kurdistanê bûyîn, li navçeya Silopiyê niştecih dibin. +Saziya Pêşvebirin û Stariya Silopiyê ji Rûdawê re ragihand ku, wan ji bo êzidiyên ji Başûrê Kurdistanê hatî dest bi xebata alîkariyê kirine. Bi rêvebiriya saziyê, li gel Şaredariya Silopiyê komîsyona alîkariyê hat damezrandin. +Xebatkarên saziyê ragihandin ku wan ji şeva pêşîn bi hevkariya şaredariyê dest bi xebatê kirin ku hem kêmasiyên koçberan bînin cih. Dan zanîn ku gelê nevçeyê jî ji bo kurdên êzidî seferber bûne û herkes alîkariyê dide wan. +Di şeva yekem de gelê navçeyê xwarina germ û kêmasiyên sereke gihandine koçberan. +Herwiha ragihandin ku duhî 9 malbatên kurdên êzidî li avahiyên nêzîkî gundê Nêrwanê niştecih bûne û îro jî ev hejmara gihiştiye 19an. Hejmara koçberên niştecihbûyîn heta niha 170 ye. +Wekû tê zanîn, gelek kurdên êzidî ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn. + + +Hewlêr (Rûdaw) -Hevseroka Desteya Rêveberiya KCK'ê Besê Hozat ragihand kurêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dixwaze kurdan bike dijminên hev û wiha got: ";Ev şer dê bibe sedema yekbûna kurdan ."; +Besê Hozat bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke Stêrk TVyê bûû derheqê êrişên DAIŞê yên li dijî Şingalê, Rebîayê û Mexmûrê daxuyanî da. +Hozat diyar kir kuhêzên HPG, YPG û YJA Star li Çiyayê Şingalê li hember DAIŞê şer diken. +Besê Hozat daxuyand ku li Çiyayê Şingalê zarok ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest danê û taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hîkûmeta Iraqê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. +Besê Hozat wiha domand: ";Ev pêvajo ji bo kurdan dîrokî ye. Ev şer dê kurdan bigihîne hev û bi yekbûna gelême de dê rolekê mezin bigire. Armanca DAIŞê ji hev cudakirinakurdan e û dixweze wan bike dijminên hev. Rewşek wisa heye."; +Hevseroka KCKê ji xort û gencên kurd xwest tevlî şer bibin. +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed dê sibê bi serokên fraksiyonên parlamentoyê re li ser rewşa Şingal û Zûmarê bicive û dê li ser lidarxistina civîna awarteya parlamentoyê biryar bê dayîn. + +Serokê Fraksiyonê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav ji Rûdawê re got, Serokê Palamentoyê dê sibê bi serokên fraksiyonan û lêjneyan re bicivin û dê li ser rewşa Şingal û Zûmarê gotûbêj bikin. + +Omêd Xoşnav da zanîn, di civînê de her wiha dê raporên lêjneyên Mafên Mirov û Mafên Jinan ku di serdana awareyên Şingal û Zûmarê de amade kiribûn bên nîqaşkirin. + +Wî parlamenterê Kurdistanê li ser civîna awarte ya palamentoyê jî got, dê di civîna sibê de biryar bê dayîn ka civîna awarte li ser rewşa Şinga û Zûmarê bê lidarxistin yan na. + +Dihok (Rûdaw) – Hat zanîn, hinek ji wan balafirvanên (pîlot) ku bi balafiran çek û cebilxaneyê dibin eniyên şer ên li Başûrê Kurdistanê, kurd in. + +Jêderekî ji Rûdawê re got, hinek ji wan pîlotên ku bi balafiran çek û cebilxaneyê ji hêzên Pêşmerge yên li enişyên şer re dibin kurd in. + +Wî jêderî da zanîn, pirraniya wan çekên ku gihîştine Kurdistanê çekên giran in. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, heta niha jî hatina çekan bo Kurdistanê didome. + +Dusseldorf (Rûdaw) - Dagirkirina herêma Şingalê ya ji aliyê çekdarên DAIŞê ve û trajediya êzdiyên Başûrê Kurdistanê berpirsên Ewrûpayê jî kirine nava hewldanan. + +Weke ku akademisyenê kurd û nivîskarê Rûdawê Prof. Dr. Îlhan Kizilhan diyar kirî, van rojan li Almanya, Fransa û Brîtanyayê civînên veşartî li ser rewşa êzidiyan hatine lidarxistin û ew jî tevlî wan civînan bûye. +Kizilhan diyar kir di civînên berpirsên bilind yên girêdayî wezaretên derve, îstixbarat, berpirsên ewlekariyê û endamên parlementoyên wan welatan tevlî bûyî de, bi hûrî nîqaş li ser rewşa êzidiyan hatine kirin û raportên derbarê êzidiyan ji wî hatine xwestin. +Herwiha otonomiya êzidiyan jî di van civîna de hatiye giftûgokirin. +Li gorî Kizilhan, mijara alîkariya xwarinê ya lezgîn ji bo derbiderên Şengalê hatiye axaftin û behsa bicihkirina leşkerên Neteweyên Yekbûyî, ango kumşînan, li herêmên êzidiyan hatiye kirin. +Kizilhan herwiha diyar kir ku li ser bingeha Peymana Sykes-Picot ya sala 1916ê ya di navbera Fransî û Ingilîziyan de, ku wê demê soza otonomiyê dabûn êzidiyan, vê trajediya van rojên borî li herêma Şengalê wiha kiriye ku ev mijar ji nû ve bikeve rojeva dewletên ewrûpî. +Berpirsên ku ew bi wan re rûniştiye bi giştî li wê yekê pirsîne ka êzidî ji bo herêmeke otonom amadene û gelo ew dikarin xwe bixwe rêve bibin. +Kizilhan diyar kir ku sibe Neteweyên Yekbûyî jî li bajarê Genevê yê Swîsreyê civîneke taybet li ser êzidiyan li dar dixin û vekirina korîdoreke alîkariyê bo êzidiyên Şingalê, dê ji mijarên sereke be. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsiyarê Karûbarên Derve ye Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çekên giran xwestinê û li benda bersiva wan in. + +Felah Mistefa got: ";Bo tekoşîna dijî terorê me çekên giran ji DYAyê xwest. Rayedarên DYAyê jî agahî dan dê daxwaziya me binirxînin."; + +Li gorî Ajansa Anadoluyê, Felah Mistefa diyar kir ku hêza pêşmerge di nav şerekî gellekî giran de ye û wiha domand: + +";Ji bona ku em di vî şerî de biser bikevin, pêwîstiyên me bi çekên giran heye. Em ji welatên dost arîkariyê dixwezin."; + +Mistefa ragihand ku artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de arîkariya pêşmergeya nake û ewlekariya hezar û 500 kîlometre xeta sînor ser milên wan e. + +Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku heta niha Hikûmeta Bexdayê mûçeyê pêşmerge û karmendên Herêma Kurdistanê nedaye û got: ";Ji ber vê yekê, emê hinartina petrolê ya bazara navneteweyî bidomînin û guh nedin ti kesî jî."; + +Felah Mistefa diyar kir ku rewşa ewlehiyê her çi qasî aloz jî be parlamento ser mijara referandoma serxwebûnê dixebite. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên Pêşmerge ji bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê venekişiyane û hemû girên derdora bajêr di destê Pêşmerge de ne. + +Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet li ser îdiayên ku dibjên hêzên Pêşmerge ji bajarokê Mexmûrê vekişiyane ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge ji Mexmûrê venekişiyane û da zanîn, jibilî hebûna hêzên Pêşmerge gellek fermandeyên serbazî û rayedarên siyasî yên Kurdistanê jî li Mexmûrê ne. + +Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî ji Rûdawê re got, hemû gir û bilindahiyên Mexmûrê di destê hêzên Pêşmerge de ne. + +Wan (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliyê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, gerîlayekî PKKê rastî êrişa hêzên artêşa Tirkiyeyê hat û jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyên ku ji xelkê gundê Qeyseran (Yavuzlar) yê navçeya Qelqeliya Wanê gihîştine Rûdawê, îro danê sibê li nêzîkî gund hêzên cendirme yên Tirkiyeyê êrşî komeke gerîlayên PKKê kirin. + +Li gorî agahiyan, di bûyerê de gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest da. + +Cenazeyê wî gerîlayê PKKê şandin nexweşxaneya bajarê Meletiyê lê li navçeya Qelqeliyê xwepêşandan hat kirin û kuştina gerîlayê PKKê hat protestokirin. + +Di xwepêşandanê de şaredarên navçeyên Qelqelî, Sêrê û Çaldiranê û bi sedan welatî beşdar bûn. + +Lê xwepêşandan rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hat û hêzên polîs bi ava şid û bombeyên gazî xwepêşander ji hev belav kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn balafirên şer li devera Guwêrê ya Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê didin ber bombeyan. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, balafirên şer ên ku heta niha nayên zanîn ka yên Iraqê ne yan jî welatekî din, li devera Guwêrê ya Mexmûrê çeperên çekdarên DAIŞê didin ber bombeyan… + +Li benda agahiyên zêdetir bin… +Hewlêr (Rûdaw)- Hate ragihandin ku şeva borî 5 balafirên Dewletên Yekbûyiyên Amerîka (DYA) derbasî azmanê Başûrê Kurdistanê bûn +Piştî ku Serokê DYA Barack Obama biryara encamdana operasyonên azmanî yên sînordar li ser pêgehên çekdarên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê da, rojnameya Newyork Times zaniyariyên hûr li ser vê yekê belav kirin. +Rojnameya navborî li ser zarê perpirsekî bilind ji Wezareta Bergirî ya DYA (Pentagon) ragihandiye ku, şeva borî 5 balafirên amerîkî derbasî azmanê Başûrê Kurdistanê bûn. Li gor rojnameyê, jî 5 balafiran 2 F18 in, yek C17 ye, û 2 yên din jî C130 ye. + +Li gor nûçeyê, wan balafiran xwarin bo 8 hezar kes û 5 hezar û 300 galon av bo derbederên Çiyayê Şingalê avêtin xwarê. + +Ev gav piştî wê yekê hat ku Barack Obama biryar da ku alîkariya Iraq û Başûrê Kurdistanê bike di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de. + +Barack Obama di gotarekê de li Koşka Spî ragihand ku eger çekdarên DAIŞê ber bi Hewlêrê ve herin, dê derbeyeke leşkerî li wan bidin. + +Herwiha Obama da zanîn ku wan dest bi şandin û gihandina alîkariyan bo wan kesan kirine ku li ser Çiyayê Şingalê asê mane. +Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo alîkarîkirina koçberên Şingalê yên ku li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne, her yek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Cizîrê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), kampanyek dan destpêkirin. +Ew alîkariyên ku hatine komkirin, li ser koçberên Şingalê yên li bajarokê Tirbespiyê hatin belavkirin. +Serokê Destiya Tenduristiyê li Kantona Cezîrê derbarê rewşa tenduristiya wan koçberan de, got ku rewşa wan başe. +Herwiha nûnerên ENKSê ji Rûdawê re ragihandin ku ewê bi hemû karînên xwe alîkariya koçberên kurdên êzdî yên Şingalê bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li bajarê Serêkaniyê û herêma Kobanî, 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û şervanekî YPGê jî şehîd bûye. +Li gor daxuyaniya navenda ragihandina YPGê, duh çekdarên DAIŞê xwestin êrîşî xaleke kontrola YPGê li gundê el-Buwêda li başûrê Serêkaniyê bikin, lê êrîşa wan hat têkbirin û di encam de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û çekdarekî din birîndar bû. +Li aliyê din, navenda ragihandina YPGê ragihand ku, di encama çend êrîşan de li navçeyên rojava, rojhilat û başûrê Kobanî de, 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û şervanekî YPGê ku nasnameya wî nehatiye aşkerekirin, şehîd bûye. +YPGê herwiha got ku çekdarên DAIŞê ji pira Qereqozaqê bi hawinan êrîşî gundên Berix Botan û Eşmê li başûrê Kobanî kirin û gelek ziyan gihandine malên sivîlan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarî di rêya Rojavayê Kurdistanê re ji bo koçberên li ser çiyayê Şingalê asê mane û yên derbasî Rojava bûne, hatin şandin. +Li gor zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, nêzîkî 20 ton alîkariyên wek xwarin û pêwîstiyên rojane, di rêya deriyê Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin. +Ew alîkarî dê li ser koçberên Şingalê yên ku berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê bên belavkirin, herwiha dê beşeke alîkariya ji bo çiyayê Şingalê jî bên şandin. +Li gor zaniyariyên Rûdawê, nêzîkî hezar koçberên Şingalê li bajarokên Tirbespiyên, Girkêlegê û Dêrikê bi cî bûne. + +Mexmûr (Rûdaw)- Li bajarokê Mexmûrê rewş arame ji şeva borî ve lê car bicar guleyên Hawin di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de tên avêtin. + +Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Sehîn Muftî ji bajarokê Mexmûrê ragihand ku, şeva borî ti rûbirûbûnek di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derneketyie, lê car bicar her du alî guleyên Hawin diavêtin hev. + +Peyamnêrê me da zanîn jî ku, balafirên cengî bi azmanên Mexmûrê de difirin, lê ti navçeyek borduman nekirine. + +Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku, morala Hêzên Pêşmerge bilinde û gelek xortên xwebexş ji Seyid Sadiq û Çemçemal tevlî rêzên wan bûne û hêzên beşên din jî yên Kurdistanê mile bi mile li gel Pêşmerge ne. + +Mexmûr (Rûdaw)- Balafirên cengî li devera Mexmûrê pêgehên çekdarên DAIŞê broduman dikin. + +Peymanêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Mexmûrê ragihand ku, balafirên cengî dest bi borduman kirina pêgehên çekdarên DAIŞê li gundê Guwêr ê ser bi Mexmûrê ve, kirine. + +Ligel me bin em dê zaniyariyên zêdetir belav bikin… +Tirbespî (Rûdaw)- Bombeyek li Rojavayê Kurdistanê nehatiye teqandin. Lê belê ferman bi serê kurdên êzidî hatiye û xelk li ser qurbaniyan digirîn. +Xelkê Şingalê ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê ji navçeya xwe revîn û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li wê derê bi cih bûn. Niha jî li ser kesên xwe yên ku li Şingalê asê mayîn digirîn. +Niha hejmara koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê gihiştiye nêzîk 2 hezar kesî û li bajarokên Tirbespiyê, Girkê Legê û bajarê Dêrikê bi cih bûne. Her yekî ji wan xwediyê çîrokeke taybet e. +Berî niha 73 ferman derbarê kurdên êzidî de hatine derkirin. Dayikeke ji kurdên êzidî jî ku temenê wê gelek e, gelek ferman bi çavên xwe dîtine û di her fermanekê de kesek ji malbata wê hatiye kuştin. Ew dayik vê êrîşa DAIŞê jî weke fermana 74an dide zanîn. +DAIŞê di vê êrîşa xwe ya li ser Şingalê de, hemû hêza xwe tevî çekên giran bikar anîn û komkujî û talanî û wêranî bi ser xelkê wê navçeyê de anî. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ragihand ku, pêwîste hemû hêzên kurdî ji Silêmaniyê heta Til Koçer, li hember çekdarên DAIŞê bibin yek. + +Abdullah Ocalan dibêje, mebesta DAIŞê ji êrîşa li ser Şingalê ewe ku bikaribe dest dane ser Rojavayê Kurdistanê. + +Li gor nûçeyeke medya ya nêzikî PKKê, di serdana dawî de Ocalan ji parêzerê xwe re, derbarê êrîşa DAIŞê wiha ragihandiye: + +";Çeteyên DAIŞê dixwazin Şingal û Til Eferê bi temamî bigirin û bi wê yekê desthilata xwe bihêz bikin û bi wî awayî êrîş bikin li ser Rojavayê Kurdistanê. Lewma pêwîste di beramber vê yekê de hemû hêzên kurdî ji Silêmaniyê heta Til Koçerê hevbigirin. Divê helwesteke kurdî ya neteweyî û hevbeş hebe li ser vê babetê."; + +Herwiha Ocalan ji parêzerên xwe re gotiye: ";Çeteyên DAIŞê bi metirsî ne li ser jiyana hevbeş û demokrasî ya gelên herêmê. Divê li hember çeteyên DAIŞê Tirkmen, Kurd, Êzîdî û neteweyên din têkoşîneke hevbeş encam bidin."; + +Dêrik (Rûdaw)- Zêdetirî 15 hezar koçberên ku ev 6 roj bûn li çiyayê Şingalê asê mabûn, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. +Peymanêrê Rûdawê Ferhad Hamo got ku, ew koçber niha li Kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê hatine bicîkirin û gelek ji wan xwe amade dikin ji bo ku di rêya deriyê Sêmalka re car din vegerin Başûrê Kurdistanê. +Ew koçberên ku piraniya wan zarok, pîrejin û pîremerên, bi otomobîl û kamyonan ji ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo kampa Newrozê hatine veguhestin. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, pêla veguhestina koçberan ji Çiyayê Şingalê ber bi Kampa Newrozê ve heta amadekirina vê nûçeyê jî berdewam dike û xelkên Rojavayê Kurdistanê bi hemû karînên xwe alîkariya wan dikin. +Derbarê rewşa wan koçberan de, peyamnêrê Rûdawê bal kişand ku wek ew koçber bi xwe dibêjin, ew heta vê gavê jî bawer nakin ku ew ji mirinê rizgar bûne. +Kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê li ser rêya Eyndîwerê dikeve. + +Şingal (Rûdaw)- Hate ragihandin ku 200 malbat ji Çiyayê Şingalê derbasbûne navçeya Zaxo ye. +Rêveberê Asayişa Zaxo, Aştî Koçer ji peyamnêrî Rûdawê re got "200 malbat ji Çiyayê Şingalê rizgar bûne û niha li Zaxo ne. +Aştî Koçber herwiha got ku wan rê ji bo malbatan vekiriye daku dakevin xwarê. + +Koçber, herwiha diyar kir ku wan bajarokê Şêx Şerefedîn û 30 kîlometre bi temamî ji çekdarên DAÎŞê pak kiriye ku rêya derketina ber bi Rojavayê Kurdistanê ve ji bo wan malbatan bê peydakirin. +Wî berpirsê asayişê got ku niha hêzên wan li Sinûnê li hember hêzên DAIŞê rawestiyane û rê nadin DAÎŞ pêşde were û li benda fermanê ne ki bo tevgereke di dema li pêş de. +Bi hezaran kurdên êzîdî ku hejmara wan bi qasî 20 hezar kes tê texmînkirin, ev 6 roj bû piştî ku DAÎŞê dest danîn ser Şnigalê, xwe li Çiyayê Şingalê girtine daku xwe biparêzin. +Heta niha zêdetirî 60 zarok, pîremer û pîrejin li Çiyayê Şingalê ji tîbûne û birçîbûne jiyana xwe ji dest dane. +Herwiha di dema girtina devera Şingalê de, komelkujiyên mezin li dijî êzdiyan hatine kirin û keçên wan jî ji aliyê DAÎŞê ve hatine birin. + +Mexmûr(Rûdaw)- Îro piştî nîvro saet 2.40an, çend balafirên şerî yên Amerîkayê yên curê F16, ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkên Kurdistanê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, dest bi bombebarana çekdarên Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) kirin. Di encama bombebaranê de hejmareke mezin a kuştiyên DAIŞê çêbûn û gelek bi hûrî hêz û navendên DAIŞê ji nav dibin. + +Serperiştyarê Eniya Guwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 2:40, topeke mezin a DAIŞê ku hêzên pêşmerge bordûman dikir, bû hedefa balafirên F-16yên Amerîkayê û balafirên Amerîkayê gelek bi hûrî armancên xwe ji nav dibin. + +Li gor zanyariyên peyamnêrê me li eniya şerî ya Guwêr û Mexmûrê ye, hejmarek gelek ji balafirên şerî yên Amerîkayê, bi awayekî gelekî hûr li baregeh û komeleyên çekdarên DAIŞê didin û hawar hawara wan çekdaran ev navçe tijî kiriye û her ber bi paş ve direvin. + +Li gorî zanyariyên Rûdawê, li ser jêderên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev êrîşa ezmanî ya balafirên şerî yên artêşa Amerîkayê li hemû eniyên şerê pêşmergeyan li gel DAIŞê dirêj dibe, heta derxistina DAIŞê ji tevaya navçeyê. + +Amerîka ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku ew bi hemû awayan metirsiya çekdarên DAIŞê ji başûrê Kurdistanê dûr dixin, berdewamî jî piştgiriya pêşmergeyan dikin. + +Li eniyên şerê pêşmergeyan li gel hêzên DAIŞê, van êrîşên ezmanî yên balafirên şerî yên Amerîkayê vîn û morala pêşmergeyan gelekî bêhtir kiriye bo şerê li gel DAIŞê û derxistina wan ji hemû navçeyên di bin kontrola wan de. Herwiha xelkên navçeyê jî kêfxweş in bi piştgiriya Amerîkayê bo xelkên Kurdistanê û pêşmergeyên Kurdistanê. + +Li gor wan zaniyariyan, berpirsên siyasî û leşkerî yên Amerîka ji wan re gotine ku Amerîka biryar daye mezintirîn û bi bandortirîn derbe li hêzên DAIŞê bide. + +Îro serê sibehê, di saet 4.34an bi dema Hewlêrê, Serokê Amerîka Barack Obama di gotarekê de behsa hevpeymaniya ligel Kurd kir û ragihand ku agahdarê wan karestane ku li Çiyayê Şingalê heye û ew dê bi hawara wan ve biçin. Herwiha got jî ew rê nadin gef li ser Hewlêrê çêbibe. + + +Colemêrg (Rûdaw)- Cîhgire Serokwezîre Tirkiyeyê Beşir Atalay, bo rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) vegotina ";rêxistina terorî"; bi kar anî. + +Beşir Atalay pîşti cîvina ji medyayê re girtî li gel waliyê Colemêrgê pêk anî rewşa Iraqê nirxand. + +Li gorî medya ya Tirkiyeyê Atalay ragihand ku DAIŞê wek rêxistinek terorîst dibine û Tirkiye dê alîkariyên siyasî û yên mirovahî bide herêmê. + +Atalay diyar kir ku li herêmê rewşeke awartê heye û wiha got: ";Li Iraqê pêşveçûnên nû hene. Duh pê de agahiyên Kampa Mexmurê hatiye valakirin hatine. Ji wê derê yên bixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin hene. Jixwe piraniya wan hemwelatiyên me ne. Eger vegerîn deriye me ji wan re vekirî ye."; + +Mexmûr (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li derdora bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn heye û her du alî bi topên hawanê li hev didin. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, gundên derdora Mexmûrê ji ber rewşa ewlehiyê hatine valakirin û balafirên şer ên Amerîka jî çeper û çekdarên DAIŞê didin ber bombeyan. + +Her wiha hat gotin ku hêzên Pêşmerge li hember çekdarên DAIŞê sengar û çeper girtine û wan didin ber topan. + +Li kêleka hêzên Pêşmerge xelkê sivîl jî çek hildane û xwe ji bo şerê DAIŞê amade kirine. + +Hat zanîn ku hêzên Pêşmerge li bendê ne balafirên şer ên Amerîka dîsa dest bi operasyoneke hewayî li dijî DAIŞê bikin da ku ew jî dest bi êrişê bikin. + +Mexmûr (Rûdaw) – Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand, hêzên Pêşmerge karîn her du gundên Macîdawa û Zimzimokê yên Mexmûrê ji destê DAIŞê derbixin. + +Fermandeyê hêzê Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, hêzên me îro gundên Macîdawa û Zimzimokê yên Mexmûrê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û çekdarên DAIŞê bidin revandin. + +Ji aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê li Mexmûrê ragihand, gerîlayên PKKê yên li Mexmûrê 2 çekdarên DAIŞê kuştine û 4 jî dîl girtine. + +Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê li çiyayê Şingalê Berekat Îsa ragihand ku bi hezaran kes li çiyayê Şingalê di rewşeke xirab de dijîn lê heta niha alîkariyên mirovî negihîştiye destê wan. + +Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa, ku ev çend roj in li çiyayê Şingalê li nav wan kurdên êzîdî yên ku ji tirsa DAIŞê reviyane çiyê, asê maye ragihand ku derdora 100 hezar li ser çiyê bênan û av in û heta niha ti alîkariyeke negihîştiye wan. + +Berekat Îsa got, behsa hatina hêzên YPGê dikin lê heta niha me hêzên YPGê nedîtine, xelk jî li benda êrişa hewayî ya Amerîka û Tirkiyê ne û dixwazin her çi zûtir ji vê rewşê rizgar bikin. + +Li gorî peyamnêrê Rûdawê, yên ku dibêjin 15 hezar kes ji çiyayê Şingalê hatine rizgarkirin rast nabêjin… + +Mexmûr (Rûdaw) – Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand ku karîne 2 gundan ji destê DAIŞê derbixin û 6 çekdaran jî dîl bigirin. + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, me her du gundên Macîdawa û Zimzimokê yên Mexmûrê ji destê DAIŞê derxistin. + +Sîrwan Barzanî eşkere kir ku li eniya Sinarê-Qereçoxê jî hêzên Pêşmerge karîn êrişeke çekdarên DAIŞê vala derxin û 3 kuştî û 6 dîlên wan ketin destê pêşmergeyan. + +Li gorî agahiyên Sîrwan Barzanî, di wê êrişê de 2 otomobîlên DAIŞê jî hatin şewitanidn. + +Hat zanîn ku hêzên Pêşmerge niha ber bi navenda bajarokê Mexmûrê de diçin û ketine nav bazarê, çekdarên DAIŞê jî li nêzîkî imbara genim kom bûne. + +Ji aliyekî din hat ragihandin ku gerîlayên PKKê kampa penaberên Bakurê Kurdistanê, Mexmûr û gundê Qesranê kontrol kirine. + +Peyamnêrê Rûdawê Sengar Ebdurehman jî ragihand, li çiyayê Qereçoxê gerîlayên PKKê êrişeke çekdarên DAIŞê vala derxistin û 2 kuştî û 4 dîlên DAIŞê ket destê gerîlayan. + +Zaxo (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn hezar kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, rizgar bikin û bişînin bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê. + +Demek kurt beriya niha hezar kurdên êzîdî yên ku ev çend roj in ji tirsa DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin. + +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, rewşa wan kesên ku hatine rizgarkirin baş e û hemû derbasî bajarokê Zaxo hatin kirin. + +5 roj in bi hezaran kurdên êzîdî yên bajarokê Şingalê û gundên derdora wê ji tirsa çekdarên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê. + +Duh bi şev jî 51 kes li ser çiyayê Şingalê hatibûn rizgarkirin û derbasî Dihokê hatibûn kirin. + +Şingal (Rûdaw) – Rûdaw cara yekê dîmenên dramatic ên kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, belav dike. Di wan dîmenan de tê dîtin ku balafir ji wan re xwarinê davêjin erdê û hinek ji wan jî bi balafiran tên veguhestin. +Ev dîmenên ku îro bi kameraya Rûdawê hatine kişandin, dîmenên gihandina 350 ton xwarin û av nîşan didin saziya xêrxwazî ya Ruwangehê şandibû. Saziya Ruwangehê ji aliyê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin. +Ev dîmen pir xemnak in, di van dîmenan de ew malbatên ku 6 roj in av û nan nedîtine tên dîtin. +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ku çûye çiyayê Şingalê, dibêje, mirov tenê nikare bi xemnakxwendina van dîmenan behsa rewşa vir bike. + +Di heyama du rojên borî de hêzeke taybet a Pêşmerge karîn li devera Sinûnê û li nêzîkî Kersê û Dûgirê yên çiyayê Şingalê karîdorekê vekin û derbasî çiyayê Şingalê bibin û gellek kesan rizgar bikin. +Rêveberê Asayişa Zaxo, Aştî Koçer ku yek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge û Asayişê li devera Sinûnê ye, ji Rûdawê re got ku 200 malbat li ser çiyayê Şingalê hatine rizgarkirin û gihîştine Zaxo. +Aştî Koçer her wiha ragihand, me ji wan malbatên ku li çiyê tên xwar re rê vekiriye û da zanîn, hêzên Pêşmerge karîn devera Şêx Şerefedîn û 30 kîlometr li wê deverê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin ji ber wê jî malbatên ku ji çiyê tên xwarê dikarin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. +Derdora 100 hezar kurdên êzîdî ji tirsa çekdarên DAIŞê ev 6 roj in li ser çiyayê Şingalê asê mane. +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa, ku ew jî li nav wan awareyan de asê maye, heta niha zêdetirî 60 zarok û mirovên bitemen ji birçîna û tîna jiyana xwe ji dest dane. +Her wiha dema çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin komkujiyek mezin li dijî kurdên wir pêk anîne û gellek keç û jinên wan jî revandine. + +Çiyaê Şingalê (Rûdaw) – Balafirên şer ên Amerîka li devera Şingalê dest bi bombebarana çeper û çekdarên DAIŞê kirin. Tê gotin di encama bombebaranê de 60 çekdar hatin kuştin. +Li gorî agahiyan, îşev balafirên şer ên Amerîka bi tundî çeperên DAIŞê yên li devera Şingalê didin ber bombeyan… +Ji îro danê sibê ve balafirên şer ên Amerîka dest bi bombebarana çekdarên DAIŞên li hemû eniyên şer ên li Başûrê Kurdistanê kirine ku heta niha bi dehan çekdar hatine kuştin û gellek ji wan jî birîndar bûne. + +Sihêla (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, ji roja ewil a kirîza çiyayê Şingalê 750 pêşmerge li çiyayê Şingalê bûn û aware diparastin. Mîranî li ser hevkariya navbera Kurdistan û Amerîka jî got, ez hêvîdar im sozên xwe yên li hember Kurdistanê bicîh bînin. +Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ku niha li devera Sihêla ya nêzîkî Şingalê ye ji Rûdawê re axivî û bersiva pirsên Hêvîdar Ehmed da. +Rûdaw: Dibêjin PDK ji şer vekişiyaye û xilas bû, tiştekî wisa heye? +Fazil Mîranî: nexêr em venekişiyane ji ber ku ji roja ewil hêzeke me ya baş li çiyayê Şingalê bû û li wir xelk diparast. Yek ji wan kesan Qasim Şeşo ye ez navên yên din nabêjim ji ber ku girêdayî hêzên taybet û asayişê ne. Her wiha me 200 kesên din jî şand. +Rûdaw: Dibêjin ew hêza ku li ser çiyayê Şingalê mabû bi fermana we bûye? +F. Mîranî: Belê rast e. Em her roj bi wan re di têkiliyê de bûn, jixwe ew kadroyên herî bihêz ên PDKê ne. +Rûdaw: Çend kes in? +F. Mîranî: Derdora 750 kesî ne. Xortên êzîdî, yên ku endamên PDKê ne, tevlî wê hêzê bûne. Me berê jî hêzeke 200 kesî jî şandibû bi serperestiya Serbest Babîrî û Seîd Kêsteyî. Kak Aştî ku berpirsê Asayişa Zaxoyê ye bixwe çûye. Îro hêzeke din a taybet jî dê here. Em li vir bi fermana serok Barzanî kurdiniyê dikin ji bona xilaskirina malbatên êzîdî li ser çiyayê Şingalê nek partîtiyê. Hinek dixwazin rewşê bi wî alî ve bibin. Em her roj ji wan malbatan re av û xwarinê dişînin û heta em wan rizgar nekin em rûnanên. +Rûdaw: Gelo ew hêzên ku çûne wir dikarin wê deverê kontrol bikin û xelkê rizgar bikin? +F. Mîranî: Ev mijareke serbazî ye û em nikarin behsa wê bikin. Lê ew cihên ku metirsî li ser hebûn ji aliyê hêzên PDKê ve hatine kontrolkirin. Eger ew rêya ku min behs kir nehatiba rizgarkirin ewqas malbat nedihat rizgarkirin. +Rûdaw: Tu sekreterê polîtburoya PDKê yî. Gelo çiqas rast e dibêjin gerîlayên YPGê ew malbat rizgar kirine? +F. Mîranî: YPG jî kurd in lê eşkere ye kê li wir bûye. Dema ew xelk hatin vir hûn dikarin ji wan bipirsin ka kê li wir bûn. Lê ez dîsa spasiya hemûyan dikim ji ber ku di rizgarkirina malbatên Şingalê de divê em kurdiniyê bikin. +Rûdaw: Dibêjin Amerîka bi wî mercê razî bûye alîkariya Pêşmerge bike ku hêzên Pêşmerge vegerin sînorê beriya 8ê Hezîrana îsal? +F. Mîranî: Ez naxwazim bikevim nav detayan lê ez dikarim vê bêjim ku bi giştî ji kurdan re bi taybet jî ji PDKê re serbilindî ye ku siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku Amerîka bibe şirîkê me, him di piştevaniya kurdan de him jî di şerê li dijî DAIŞê de. Em spasiya serok Barzanî dikin her wiha spasiya serok Obama û serokwezîrê Brîtanya, serokomarê Fransa û Encumena Asayişa NY dikin û ji wan dixwazin ku ew sozên ku dane kurdan bicîh bînin da ku Iraq û Kurdistan ji DAIŞê rizgar bibin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, ji destpêka şerê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de heta niha 150 pêşmerge şehîd bûne û dedora 500 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Îşev li Hewlêrê, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên li ser rewşa dawî ya Iraq, Başûrê Kurdistanê, şerê hêzên Pêşmerge û DAIŞê her wiha bombebarana balafirên Amerîka li dijî DAIŞê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin. + +Hoşyar Zêbarê destpêkê axivî û behsa hevkariya serbazî ya Amerîka û hêzên Pêşmerge kir û got, em wê alîkariyê biqîmet dibînin û spasiya wê biryara wêrek a serok Obama dikin. + +Zêbarî da zanîn ku di encama êrişa hêzên Pêşmerge û balafirên Amerîka li dijî DAIŞê de du yekîneyên DAIŞê bi temamî ji nav çûne. + +Paşê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, axivî û ragihand, di şerê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê de heta niha 150 pêşmerge şehîd bûne û derdora 500 pêşmerge jî birîndar bûne. + +Dr. Fuad Husên anî ziman ku hinek kêmasiyên ku li hinek deveran li nav hêzên Pêşmerge de derketibûn dê di nav du rojan de bên çareserkirin. + +Dr. Husên jî mîna Zêbarî spasiya hemû welatên ku ji ber rewşa niha piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê kirine bi taybet Amerîka, Fransa û Papayê Vatînê kir. + +Kerkûk (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman, ew îdiayên ku dibêjin Kerkûk ji ber DAIŞê di rewşeke awarte ye bi derew derxist û ragihand, hêzên Pêşmerge li benda wê ne ku balafir li DAIŞê bidin ew jî êriş bikin. + +Îşev di medyaya Tirkiyeyê de hat îdiakirin ku ji ber gef û tirsa çekdarên DAIŞê bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ketiye rewşeke awarte. + +Li ser vê mijarê Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman, ku niha li Kerkûkê fermandehiya hêzên Pêşmerge dike, ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine ji ber ku çekdarên DAIŞê derfeta revê jî nabînin ku birevin. + +Enwer Hacî Osman da zanîn ku hêzên Pêşmerge amade û li benda wê ne balafirên şer li DAIŞê bidin da ku ew jî êrişên xwe bidin destpêkirin. +Mexmûr (Rûdaw) - Li kampa Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê ku penaberên Bakurê Kurdistanê tê de dijîn, gerîlayên PKKê 2 çekdarên DAIŞê kuştin û 4 jî dîl girtin. + +Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman îşev ragihand, gerîlayên PKKê li nêzîkî kampa Mexmûrê li çekdarên DAIŞê dan û 2 ji wan kuştin û 4 jî dîl girtin... +Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Rûdaw cara yekê dîmenên dramatic ên kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, belav dike. Di wan dîmenan de tê dîtin ku balafir ji wan re xwarinê davêjin erdê û hinek ji wan jî bi balafiran tên veguhestin. +Ev dîmenên ku îro bi kameraya Rûdawê hatine kişandin, dîmenên gihandina 350 ton xwarin û av nîşan didin saziya xêrxwazî ya Ruwangehê şandibû. Saziya Ruwangehê ji aliyê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin. +Ev dîmen pir xemnak in, di van dîmenan de ew malbatên ku 6 roj in av û nan nedîtine tên dîtin. +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ku çûye çiyayê Şingalê, dibêje, mirov tenê nikare bi xemnakxwendina van dîmenan behsa rewşa vir bike. +Celewla (Rûdaw)- Di eniya şerê li bajarokê Celewlayê, şerê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarê DAIŞê zêdetirî 3 saetan rawestiyaye. +Li wê bereya şer, çekdarên DAÎŞê şeva borî derdora saet 22:00, ji çar aliyan de êrîşî hêzên pêşmerge kirin. +Hêzên pêşmerge jî bi çekên giran bersiva êrîşê dan. Di encama topbarana pêşmerge de, 2 otomobîlên DAÎŞê ku hejmarek çekdar têde bûn şewitîn û ew çekdar hatin kuştin. +Celawla li navçeya Xaneqînê girêdayî ye. + + +Hesekê (Rûdaw)- Li bajarê Hesekê, taxeke kurdan rastî êrîşa bi topên hawanan hat û di encam de 15 kes birîndar bûn. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, şeva borî 3 hawan li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ketin û di encam de 15 kes birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran xirab e . +Birîndarên wê êrîşê hemû kurdin û ew li nexweşxaneya Hikmê li Hesekê tên dermankirin. +Li gor zaniyariyên me, ew hawan ji fewca Mêlebiyê ya di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ber bi wê taxa kurdan ve hatibûn avêtin. +Ev nêzikî 2 hefteyan e ku li bajarê Hesekê şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên hikûmeta Sûriyê li dijî çekdarên DAIŞê berdewame. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navên sê şehîdên xwe ragihandin ku dibêje di şerê li bajarokê Rebîhe yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, ku yek ji wan ji Bakurê Kurdistanê ye. +Li gor nûçeya malpera fermî ya YPGê, di şerê roja 5 û 7ê vê mehê de û di encama şer û pevçûnên li bajarokê Rebîhe de, 3 şervanên YPGê bi navên Mizgîn Hesen, Fatîme Eken û Ebas Koçer şehîd bûne. Cenazeyên Mizgîn û Ebas jî duh li Dêrikê spartin axê. +Li aliyê din, navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnên roja pêncşemê yên li bajarokê Rebîhe de, 24 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û şervanekî YPGê, ku navê wî nehatiye aşkerekirin, şehdî bûye. +Di dxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di wî şerî de, YPGê çend çek û otombîlên leşkerî yên çekdarên DAÎŞê jî desteser kirine. +Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPG), wek baskê leşkerî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tên naskirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- 62 kes ji malmabeteke kurdên êzîdiyên Şingalê di zîndaneke çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAIŞ de ne li devera Hol a Sûriyê li başûrê rojhilatê Hesekê di bin metirsiya kuştinê de ne. +Endamekî vê malbatê bi navê Es`ed Hecî Hemê Şingalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ku 62 kes ji malbata wî di zîndaneke DAÎŞê li herêma Hol a Hesekê de ne. +Şingalî ji Rûdawê re da zanîn ku wî peywendiyeke telefonî ji kesekî girtî wergirtiye ku tê de gotiye ew di bin metirsiya kuştinê de ne. +Şingalî diyar kir ku dema çekdarên DAÎŞê ketibûn Şingalê de ji wan re gotibûn ku ew ti zer û ziyanê na gihînin wan lê paşê tevahiya endamên malbata wî girtibûn û berve Sûriyê biribûn. +Şingalî bang li hemû Rêxistinên mafên mirovan, hêzên navnetewî û aliyên kurdistanî kir ku her tişta dikarin bikin ji bo van 62 kesan ji mirinê rizgark bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku Encûmena Yasadananê ya Kantona Kobanî biryara cîbicîkirina girtina ofîs û baregehên partiyên kurdî yên ku mohlet ji Rêveberiya Xweser a Kantonê wernegirtine pejirand û cîbicîkirina biryarê spart Asayişê, helwest û nêrînên cuda di navbera partiyê ku cihê xwe di nava Rêveberiyê de digrin ji aliyekî ve û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku pênasînê bi Rêveberiya xweser û kantonan nakin ji aliyekî din ve hatin holê. +Endamê komîteya siyasî ya partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (el-Wehde) Mislim Şêx Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ew weke partiya el-wehde pabendî helwesta hevbeş a Encûmena Niştimanî ya Kurd in û tekez dikin ku ew ne têkildarî Rêveberiya Xweser û Kantonê ne û ew ti mohletê ji bo karê xwe ji wan wernagirin, lê Şêx Hesen di heman demê de got ewê weke partî û weke Encûmen vê biryarê careke din guftûgo bikin û helwesta guncav jê bigrin. +Derbarê armancên vê biryarê de, Şêx Hesen got ev biryar di çarçoveya hin biryarên din, mîna leşkerkirina neçar, ango tecnîda icbarî, de tê û mebest û armanc ji wan ew e ku kar û çalakiyên siyasî yên partiyan bên astengkirin û jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê bê rawestandin. +Lê endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata kurd a Sûrî, ku cihê xwe di nav Rêveberiya Xweser de digre, Gêlo Îsa ji Rûdawê re got mebest û armanca vê yasayê rêkxistina jiyana siasî li Rojavayê Kurdistanê ye û bang li partiyên ENKSê kir da ku daxwaza moletwergirtinê pêşkêşî saziyên Rêveberiyê bikin da ku bibînin ka bê wê Rêveberî riya kar û çalakiyên wan hêsan bike yan jî asteng bike. +Îsa got ev yasa û rêxistina kar û çalakiyên partiyên siyasî di xizmet û berjewndiya gelê Kurd û dozxa wî ya rewa de ye û girîng e ku partiyên Kurd sûdê ji vê derfetê werbigrin da ku mala kurdî di vê rewşa awarte û hestyar de bê rêkxistin û rêzên tevgera siyasî ya kurd bên yekgirtin. +Îsa rexne li partiyên ENKSê girtin û got ji ber ku ew beşek ji Hevpeymaniya Niştimanî û hikûmeta Demkî ya Opozisyonê ne biryara wan ne di destê wan de ye û nikarin tevlî Rêveberiyê bibin û got tevlî ku Hevpeymanî û hikûmeta Demkî jî weke Rêveberiya Xweser bêyî hilbijartin hatine damezrandin, Encûmen Niştimanî ya Kurdî wan rewa dibîne, belku civaka navdewletî jî vê hikûmetê rewa dibîne. +Roja pêncşema borî Encûmena Yasadanînê ya Kantona Kobanî biryara cîbicîkirina girtina ofîs û baregehên partiyên kurdî yên ku mohlet ji Rêveberiya Xweser a Kantonê wernegirtine pejirandibû û roja înê ew partî agahdar kiribûn ku roja 14ê vê tebaxê ew biryar wê bê cîbicîkirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm kir. + +Di hevdîtinekê de, Mesûd Barzanî û Fûad Mehsûm behsa pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û êrîşa çkedarên DAIŞê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê û şerê Hêzên Pêşmerge li dijî wan kirin. + +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê barê de ji serokomarê Iraqê re gotiye: ";Em ne rûbirûyê rêxistinek terrorîst dibin, lê belê em şer ligel dewleteke terrorîst ya pirçek dikin, ku li dijî hemû cor pirensîpên mirovî ye."; + +Ji aliyê xwe Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm tekez li ser wê yekê kir ku, ew kar li ser jihevnêzîk bûna aliyên siyasî yên Iraqê dike û dilxwaze bo parastina berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê. + +Herwiha her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku, ji bo parastina ezmûna demokrasiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê, pêwîste hemû aliyek karînên xwe yên mirovî û siyasî bikar bînin ";Ji ber ku DAIŞ metirsiyeke giştî ye li ser Kurdistan û Iraqê û hemû navçeyê û cîhanê";, li gor ku malpera Serkatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye. + +Ji aliyek din ve, Barzanî û Mehsûm, helwesta Amerîka, Ewropa û welatên herêmê di dijatîkirina DAIŞê û parastina Herêma Kurdistanê de, bi bilind nirxandin. + +Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hêviya serkeftinê di erk û kar de ji Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm re xwest. +Serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku di çend saetên bê de wê guhertinên mezin li Iraqê çêbibin, bi taybet li navçeyên ku di destê çekdarên DAÎŞê de ne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku, biryara Amerîka bi encamdana operasyonên ezmanî li dijî çekdarên DAIŞê biryarek vekirî ye. + +Babekir Zêbarî di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Biryara Amerîka bi lêdana derbeyên ezmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê, biryarek vekirî ye. + +Herwiha Zêbarî da aşkere kir jî ku, balafirên amerîkî 120 ton xwarin û vexwarin bo wan kurdên êzîdî avêtin ku li ser Çiyayê Şingalê asê mane. + +Di vê barê de, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, balafirên amerîkî du bar ji alîkariyan bi riya balafirek ji corê C17 û du balafirên C130 gihandin Çiyayê Şingalê, herwiha du balafirên ji corê F18 prastina wan balafirên alîkariyê dikirin. + +Îro sibehê jî, serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku, di çend saetên bê de wê guhertinên mezin li Iraqê çêbibin, bi taybet li navçeyên ku di destê çekdarên DAÎŞê de ne. + +Babekir Zêbarî diyar kir ku ev guhertin wê di encama êrîşên balafirên Amerîka de pêk werin ku ji duh înê de li ser navend û pêgehên DAÎŞê l Mexmûr, Xazir û Şingalê destpêkirine. + +Serokerkanê artêşa Iraqê bal kişand ku opdeyeke operasyonan ku ji efserên iraqî, rayedarên pêşmerge û şarezayên artêşa Amerîkayê pêk dêt, hatiye avakirin daku cihên navend û pêgehên DAÎŞê diyar bikin. + +Sihêle (Rûdaw)- Otombîlên pêwîste bo veguhestina wan kesên ku li ser Çiyayê Şingalê ev 7 rojin asê mane, hatin peydakirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûadwê, Hêvîdar Ehmed, ji bajarokê Sihêle ragihand ku, Aştî Koçer ê serperiştiya wan Hêzên Pêşnerge dike ku kurdên êzîdî ji Çiyayê Şingalê vediguhezin, ji Rûdawê re got: ";Biryar hat dayîn li ser peyda kirina otombîlên pêwîst bo veguhestina xelkên sivîl ji ser çiyê bi riya Rojavayê Kurdistanê."; + +Herwiha Aştî Koçer got: ";Pêşmerge silametiya rê li nêzîk Sinûnê peyda kirine, ku dirêjiya wê 10 kilometire û hêzeke din ya Pêşmerge çûne ser çiya."; + +Navborî da zanîn ku Hêzên Pêşmerge ligel wan kesên li ser çiyê tên xwarê het wan dighînin Rojavayê Kurdistanê û ji wê de hejmareke zêde ji otombîlên cor bi cor hatine peydakirina bo veguhetsina wan kesan bo bajarê Zaxo. +Ji aliyê: Azad Cimkarî + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa bajarokê Gikrê Legê rê neda şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li wî bajarokî ku alîkariya ku ji koçberên Şingalê re kom kiribûn, li ser wan koçberan parve bike. + +Çavkaniyekê ji bajarokê Girkê Legê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, 9ê tebaxê, şaxa ENKSê li Girkê Legê xwest ku alîkariyên mirovî ji xwarin û vexwarinê bi ser koçberên Şingalê yên ku berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê parve bike, lê hêzên asayişê rêgirî li karê ENKSê kir û nehişt wan alîkariyan pêşkêşî koçberan bike."; + +Li gor çavkaniyê, ku nexwets navê wê bê aşkere kiri ku, dema ku hemwelatiyan rijdbûna xwe li ser encamdana vî karî dan xuyakirin, asayişa ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, li pêş ofîsa ENKSê li Girkê Legl gulle berdan ezmana. + +Ji aliyê xwe şaxê ENKSê li Girkê Legê di daxuyaniyekê de ev bûyer piştrast kir û tekez kir ku hêzên asayişê bo encamndeana vî karî gulle berdan ezmanan. + +انترو / بەشەك ژ ئاوارێن چیایێ شنگال گەهشتنە باژێرێ دهوكێ ئەوێن د چوینە روژئاڤا و شنیكا هاتینە باشورێ كوردستانێ و ئەو باس ل نەخوشی و ئێش و ئازارێن خو دكەن و هاتنا ئاوارەبویا یا بەردەوامە. +پشتی رێكەكا درێژ ب پیان و برینا گەلەك كیلومترا و دەربازبونا سنورا ئاوارێن چیایێ شنگالێ بەشك ژوان گەهشتنە باژێرێ و ل شاریا نیشتەجی بوون كو د روژئاڤارا دەربازی باشورێ كوردستانێ بوینە و پێنچ روژان د بێ خوارن ئاڤ بون . + +هێرشا بالافەرێن شەر یێن ئامەریکایێ بۆ سەر چەکدارێن داعشێ، ل ئامەریکا کارڤەدانێن هەری زێدە د ئاستا وەزارەتا دەرڤە و وەزارەتا بەرەڤانیێ و کۆشکا سپی لپەی خوەڤە ئانین. هەروەها هندەک سەناتۆرێن ئامەریکی پشتگریا بڕیارا ئۆباما کرن. +ل وەزارەتا دەرڤە، ماری هارف جیگرا بەردەڤکا وەزارەتا دەرڤە یا ئامەریکایێ د پرێس کۆنفرانسەکێ دە راگهاند کو یا ژ هەر تشتی گرینگتر رێگرتن ژ پێشڤەچوونێن چەکدارێن دەولەتا ئیسلامی ل ئیراقێ یە. +هەڤدەم ل وەزارەتا بەرەڤانیێ کو پێنتاگۆن تێ ناسکرن، جۆن کێربی بەردەڤکێ وەزارەتا بەرەڤانیا ئامەریکایێ راگهاند کو پێنتاگۆن د هزرا پڕچەککرنا هێزێن پێشمەرگە دەیە. +ل کۆشکا سپی ژی ئێرنستی جۆش، بەردەڤکێ کۆشکا سپی راگهاند کو پشتی بداویبوونا ئۆپەراسیۆنان تو پلانەک نینە بۆ درێژکرنا ئۆپەراسیۆنان، جۆش ئاماژە ب ڤێ یەکێ کر کو د ئۆپەراسیۆنان دە سێ ئارمانج هەنە. +یەکەمین، پاراستنا جانێ ئامەریکیان ل هەولێرێ و پێشکێشکرنا ئالیکاریێن مرۆڤی و هەروەها پشتگریا هێزێن ئەمنی یێن ئیڕاقێ یە. دەربارێ ئالیکاریێن دارایی بۆ ئیراقێ ژی ب کۆنگرێسێ رە مشێورە کرنە کو ئامەریکا ناخوازە ئالیکاریێن دارایی بدە ئیراقێ. +د ئاستا کۆنگرێسا ئەمەریکایێ دە هەژمارەک کۆنگرێسمانێن دەموکرات و کۆماری یێن ئامەریکایێ پشتگریا بڕیارا ئۆباما کرن. +کیڤین ماکرسی سەناتۆرێ کۆماریان یێ ویلایەتا کالیفۆرنیا راگهاند کو پشتگریا ئێرشا ئەسمانی ل ئیراقێ دکە، لێ کێڤین رەخنە ژ پلانا ئۆباما گرت و راگهاند، کو دڤێ پلانەکە هوورتر و بهێزتر دارێژە. +هەڤدەم سەناتۆر دینا فینستین دی کالف، راگهاند کو ب تەمامی پشتگریا ئێرشا ئەسمانی دکە، ب گۆتنا وی، داعش رێخستنەکە تەرۆرستی نینە، بەلکی ئارتێشەکە تەرۆریستە و شارەزایێن لەشکەری هەنە. بەردەوام د پێشڤەچوونێ دەیە و پێگەها خوە بهێز دکە. +سەناتۆر چۆن بۆهەیر راگهان، ئەنجامدانی هێریشێن ئەسمانی بۆ سەر داعشێ کارەکی راستە، لێ پرسگرێک د ڤر دەیە کو ئامەریکال هەمبەر داعشێ دە ستراتەژیەکی زەلال نینە، ئەڤا ژی جهێ دلگرانیێ یە. +سیناتۆر رۆب پۆرتمان پشتگریا بڕیارا کۆشکا سپی کر و داخواز ژ ئیدارەیا کۆشکی سپی کر کو ب کارکرن ب هەڤپەیمانان رە ل پشتا داعشێ بخن و دەستکەفتێن ئامەریکا د شەرێ ئیراقێ دە بپارێزن. + +Qamişlo (Rûdaw)- Bombeke vedayî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya, lê ti ziyanên wê yên canî tine nebûn. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku ew bombe îro saet 9ê sibehê li taxa Elayê ya Qamişlo teqiya. +Asayişa Qamişlo derbarê bûyerê de got ku bombeya vedayî, otombîla serokê desteya werzişî ya kantona Cizîrê Mihemed Îsa el-Cumaa wek armanc girtibû, lê ew filitî û bi tenê ziyan madî hebûn. +Asayişa Qamişlo herwiha aşkere kir ku gumanbarek hatiye girtin û niha li lêkolîn pêre tê kirin, lê asayişê nav û nasnameya wî gumanbarî aşkere nekiriye. + +Şingal (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê hatin rizgarkirin, behsa rewşa xwe û yên ku heta niha nehatine rizgarkirin, dikin û dibêjin, di wan çend rojan de tiştek tinebû bixwin û rewşa yên mayî jî gellekî xirab e. + +Di nav du rojên borî de bi hezaran kurdên êzîdî yên ji tirsa DAIŞê reviyabûn çiyayê Şingalê û li wir asê mabûn, rizgar bûn ku beşek ji wan li Başûrê Kurdistanê man lê beşek ji wan jî derbasî Bakur û Rojavayê Kurdistanê bûn. + +Penaberên êzîdî behsa êş û azarên xwe û yên li ser çiyayê Şingalê dikin her wiha behsa şerê wan şervanên êzîdî li dijî DAIŞê dikin û dibjin, bi her awayî parastina me kirine… + +Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, 116 saziyên sivîl êrişên çekdarên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û kurdên êzîdî şermezar kirin. Saziyan ji kurdan xwestin bibin yek. + +Li Amedê 116 saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê yêN li ser kurdan û Şingalê civîneke çapemeniyê pêk anîn. + +Di civîna çapemeniyê de li ser navê saziyên sivîl, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî axifî. Elçî di axaftina xwe de bal kişand li ser bûyer û pêşhatên Rojhilata Navîn û anî ziman ku gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi gellek trajediyên civakî, siyasî û mirovî ve rû bi rû mane. + +Elçî got: ‘’Rêxistineke bi navê DAÎŞ bi awayeke hovane êrîşî kurdan û gelên Rojhilata Navîn dike û ji bo mirovahiyê bûye tehdîteke mezin. Ev êrîşên henê li dijî hebûn û destkeftiyên kurdan in û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.’’ + +Elçî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku êrişên DAIŞê yêN li ser kurdên sivîl li gorî hiqûqa navnetewî jênosîd û sûcê mirovahiyê ye û divê sazî û dezgehên navnetewî di vî warî de li dijî DAIŞê bisekinin û piştgiriya kurdan bikin. + +Di heman demê de Tahîr Elçî ji bo kurdan banga yêkitiyê kir û anî ziman ku kurd divê di van rojên dîrokî de piştevaniya hev bikin. + +Piştî civîna çapemeniyê nûnerên saziyên sivîl ên Amedê çûn serdana malbatên ku piştî êrişên DAIŞê ji Şingalê koçber bibûn. + +Dihok (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê gef li xelkê du gundên nêzîkî devera Tilqesebê ya Şingalê li Başûrê Kurdistanê xwarine û ji wan re gotine, eger di nav du rojan de nebin misilman dê hemû bên kuştin. + +Gundiyekî wê deverê bi navê Xidir Şamo ji Rûdawê re got, piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin xelk du gundên nêzîkî devera Tilqesebê nekarîn xwe xilas bikin û ji destê wan birevin ji ber wê jî niha di destê DAIŞê de ne. + +Şamo bang li hêzên Pêşmerge kir ku bi hewara wan herin û wiha got: ";Em di rewşeke pir xirab de ne ji ber wê jî bila hêzn Pêşmerge bi hewara me werin."; + +Wî kurdê êzîdî ji tirsa DAIŞê xwest navên gundan neyên eşkerekirin û diyar kir, ji roja destpêkê çekdarên DAIŞê ketin nav gundê wan û gundî hemû girtin û wiha anî ziman: ";Ji me re dibêjin bibin misilman";. + +Xidir Şamo her wiha da zanîn ku duh (8ê mehê) sê otomobîlên DAIŞê hatin nav gundên wan û ji wan re gotin, eger heta du rojên din nebin misilman wê demê hûn dê hemû bimirin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevana kurd Denîz Firat, di encama êrişa çeteyên DAIŞê yên li hember Kampa Mexmûrê de şehîd bû. +Li gor çavkaniyên li cihê bûyerê, duh (8ê Tebaxê) topeke hawanê ya çeteyên DAIŞê li nêzîkî cihê Denîz Firat lê, ketiye û perçeyên topê yên ku li wê ketine bûne sedema jidestdana jiyana rojnamevana Kurd. +Denîz Firat (bi navê xwe yê rast Leyla Yildizhan) peyamnêra dezgehên çapemeniyê yên nêzîkî PKKê bû û di salên borî de ligel çend kesên din li Kampa Mexmûrê rojnameyeke heftane bi navê Rojev derdixist. +Malbata Denîz Firatê bi eslê xwe ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye û ew beriya derdora 25 salan ji warê xwe koçber bibûn û ev derdora 20 salan malbata wê li Başûrê Kurdistanê dijî. +Cenazeyê Denîzê îro ji Mexmûrê bo çiyayên Qendîlê hate veguhestin û piştî merasimên oxirkirina wê ji aliyê gerîllayên PKKê ve, di rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) re derdasî Bakurê Kurdistanê hat kirin. +Cenazeyê Denîz dê li cihê jidayikbûna wê ,Wanê, bê binaxkirin. + + +Raniya (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) komek gerîlayên xwe ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de şand Kerkûkê. +Li gorî agahiyên Rûdawê, PKKê îro zêdetirî 100 gerîlayên xwe ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de şand Kerkûkê. +Li gorî agahiyan, ew hêza PKKê ji bajarê Raniya yê Başûrê Kurdistanê re ber bi Kerkûkê bi rê ketin û komek hêzên asayiş û polîsên Başûrê Kurdistanê jî ew derbas kirin. +Dema gerîla di nav bajêr de derbas dibûn hinek welatî jî li kolanê pêşwaziya wan kirin. +Tê zanîn, PKKê her wiha gerîlayên xwe ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge şandibû Mexmûr û Şingalê jî. + +Şingal (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê li devera Şingalê Berekat Îsal, ku heyama hefteyekê bû ligel bi hezaran kurdên êzîdî re li ser çiyayê Şingalê asê mabû, rizgar bû. +Berekat Îsa, ku mîna bi hezaran kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mabû û hefteyekê tiştek nexwaribû, îşev rizgar bû. +Îsal, di wan rojên ku li ser çiyayê Şingalê de gellek caran bi telefonê tevlî bultenên nûçeyan ên Rûdaw TVyê dibû û agahiyên dawî li ser rewşa awareyên êzîdî ji bîner û guhdarên Rûdawê re radigihand. +Berekat Îsa niha li devera Sêmalka ye û dê îşev tevlî bultenên nûçeyan ên Rûdawê bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, pêşmergeyên wan li herêma Mexmûrê çend gund ji destê çekdarên DAIŞê derxistine û 3 çekdar jî dîl girtine. +Li gorî malpera fermî ya PDKÎ,Kurdistanmedia, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi fermandihiya Sitada Emelyatî (navenda operasyonan) a taybet roja 8ê Tebaxa 2014an, li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûn eniya şer li devera Mexmûrê. +Li gorî nûçeyê, pêşmergeyên PDKÎ karîn çend gundên navçeya Guwêrê ya girêdayî bajarokê Mexmûrê ji hêzên DAIŞê paqij bikin û wan gundan control bikin. +Berdevkê Navenda Fermandehiya taybet a hêzên Pêşmerge yên PDKÎ Rostem Cehangîrî, li ser rewşa dawî a eniya şer ragehand, di çend rojên borî de ku hêzên pêşmergeyên PDKÎ di çeperên şer de amade bûn, çendîn gund rizgar kirin, komek destkeftên şer weke çek, çûl û otomobîlên DAIŞê xistin destê xwe. + +Rostem Cehangîrî + +Cehangîrî her wiha da zanîn ku pêşmergeyên wan 3 çekdarên DAIŞê Jî dîl girtin û hemû radestî hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kirin. + +ostem Cehangîr diyar kir ku ew tenê ji bo parastina ax û welatê xwe çûne şer nek ji bo bidestxistina tiştên madî. + +Berdevkê Navenda Feramandehiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ewa jî eşkere kir ku biryara PDKÎ li ser tevlîbûna şerê li dijî DAI û terorîstan di cih de ye û got, niha hêzên pêşmergeyên PDKÎ di amadebaşiyê de ne. + +Rostem Cehangîrî li ser gefên yek ji serkirdeyên DAIŞ li dijî PDKÎ jî wiha axivî: + +";DAIŞ hemû aliyekî û demokratekî bi dijminê xwe dihesibîne ji ber wê jî em dijayetiya wan rewa dibînin. Em ne tenê DAIŞê belkî her hêza ku êrişî me bike emê berewaniyê li xwe bikin."; +Celawla (Rûdaw)- Di şerê vê sibê li Celawlaya bajaroka Xaneqînê derketî de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê vê sibê saet 4.00an li Celawlayê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket. +Di şerî de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. +Hêzên Pêşmerge ragihandin ku di destê wan de gelek cesedên çekdarên DAIŞê hene û heta niha tenê 1 pêşmerge birîndar bûye. +DAIŞê, di meha Hezîranê de êrîşî Celawlayê kiribû. Di şer û pevçûnan de 5 pêşmerge şehîd bûbûn, gelek çekdarên DAIŞê jî hatibûn kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Berpirsiyarê beşê Tirkî yê Rûdawê ragihand ku, beşa tirkî ya portala Rûdawê, dê bibe çavkaniya zanyariyan ji bo kesên ku bi tirkî dixwînin. +Tora medyayî ya Rûdawê, weke gaveke din, ji bo berferehkirina karê xwe yê medyayî, di malpera Rûdawê, dest bi weşana bi zimanê tirkî kir. +Sernivîserê beşa tirkî ya portala Rûdawê Mehmet Oguz, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, berî destpêkirina beşa tirkî jî, di çend salên derbasbûyî de, çavkaniyeke zanyariyan bû ji bo medyaya tirkî û ji bo ew kesên ku bi tirkî dixwînin. +Oguz her wiha got, ji niha û pê ve dê bêhtir li pêş be û dê bêhtir bibe çavkaniya nûçeyan ji bo medyayê li tirkiye û ew xwendevanên ku bi tirkî dixwînin. +Mehmet Oguz her wiha got, malpera Rûdawa Tirkî, li ser Facebook û Twitterê jî dest pê kiriye, tenê duhî 151 hezar kesî serdana wan kiriye. +Birêveberê dîjîtal portala Rûdawê Hêmin Lehonî jî ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, zimanê tirkî zimanekî girîng e li nevçeyê û ev jî ji bo me gaveke girîng e. +Lehonî got, ji niha ve ez destxweşiya hevkarên xwe diyên beşa tirkî de dikim, em mizgîniyê didin xwendevan û temaşevanên xwe di demeke nêzîk de, beşa erebî ya portala Rûdawê jî dê dest bi weşana xwe bike. + +Amed (Rûdaw) - Partiya Doza Azad, bi navekî din HUDA-PAR, êrişên DAIŞê yên li ser kurdan û Şingalê bi tundî şermezar kir. Gelê Amedê jî vê helwesta HUDA-PARê jidil nabînin. + +Êrişên DAIŞê yêN li hemberî başûrê Kurdistanê li ser rojeva Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin kir. + +HUDA-PARê diyar kir ku êrişên DAIŞê yên li hemberî pêşmergeyan nayê qebûlkirin û wiha ragihand: ";DAIŞ ji xeynî xwe tI fikrî qebûl nake û her kesî ";tekfîr"; dike. Bi awayeke zordest êrIşî fikr û baweriyên cuda dike û ev yek jî ne di çarçoveya referansên îslamî de ye."; + +Cigîrê Serokê HUDA-PAR'ê Husên Yilmaz ji Rûdawê re got: ''Fiîliyata DAiŞê ne li gorî efala îslamî ne. Yanî, kuştina zorok û jinan, revandina mirovan ne li gorî kirîterên îslamî ne. Di heman demê de jî êrişkirina fikr û baweriyên cuda jî şaş e û em vê yekê şermezar dikin.'' + +Her çiqas HUDA-PAR DAIŞê şermezar bike û nerazîbûna xwe nîşan bide jî xelkê Amedê daxuyaniya HUDA-PARê jidil nabînin. + +Hûda-Par dide zanîn ku çi misilman çi nemisilman kuştina kesên sivîl û bêgUneh li dijî çanda îslamê ye... + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anî. + +Piştî hevdîtinê, Barzanî û Fabius civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka civînê daxuyanî dan. + +Barzanî spasiya hikûmeta Fransayê û wezîrê derve yê wî welatî Loran Fabius kir piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re nîşan daye. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser şerê li dijî DAIŞê jî got, em li dijî rêxistineke terorîstî şer nakin belkî em li dijî dewleteke terorîstî şer dikin ku çekên wê gellekî ji çekên Pêşmerge baştir û pêşketîtir in. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku ew ji welatên dost naxwazin serbazên xwe bişînin şerê DAIŞê lê dixwazin çekên pêwîst bidin hêzên Pêşmerge da ku bikarin wan terorîstan ji nav bibin. + +Barzanî li ser çanda pêkevjiyan û aştî û azadiya di navbera gelên kurd, mesîhî, tirkmen û êzîdî yên li Kurdistanê têkez kir û wiha got: ";Em hemû gelê Kurdistanê, kurd-mesîhî-tirkmen-êzîdî, dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin."; + +Mesûd Barzanî diyar kir ku ew rê nadin terorîst dostaniya kurd û ereb xirab bikin. + +Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius jî piştgiriya hikûmeta Parîsê bo gelê Kurdistan û Iraqê nîşan da û ragihand, alîkariyên Fransa bo kesên ku ji mal û warên xwe reviyane dê bidome û da zanîn, di nav 24 saetên borî de Fransa 18 ton alîkariyên mirovî gihandiye kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane. + +Fabius ji welatên Ewropayê xwest, korîdereke asimanî ji bona gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî û awareyên iraqî vekin. + +Wezîrê Derve yê Fransayê her wiha ragihand ku divê li Iraqê hikûmeteke niştimanî were avakirin û got, piştgiriya gelê kurd dozeke rewa ye. + +Washington (Rûdaw) - Li Amerîkayê bi sedan kurd ji bo piştgiriya kurdên êzîdî û protestokirina êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û êzîdiyan xwepêşandan kirin. + +Li paytexta Amerîka, Washingtonê û li ber avahiya Koşpa Spî bi sedan kurd kom bûn û li dijî êrşên DAIŞê li hember kurdên êzîdî û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. + +Xwepêşanderan ji hikûmeta Amerîkayê xwestin, bi hewara kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane here û hewlên mezin bide ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê... + +Piştî 24 salan careke din kurdên êzdî rûbirûyê cînosayd, azar û koçberiyê bûn. Piştî ku çekdarên daişê dest bi êrîşa ser şingal û derdora wê kirin û bi hezaran kes ji kurdên êzdî koçberî bajarên kurdistanê bûn û derketin serê çiyayê şingalê û heftiyekê li serê wî çiyayî bê nan û av man, gelekan jiyana xwe ji dest dan. Ewê ku nikarîbûn bajar bi cî bihêlin û derkevin, ji aliyê wan çekdarên tundrew ve bi hovîtî hatin kuştin û destdirêjiya cinsî li beramber keç û jinan hate kirin. Di vê fîçerê de emê rewşê baştir bibînin. + +Celewla (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê li diî çekdarên DAIŞê bi tundî şer dikin. + +Tîma Rûdawê li eniya herî pêş a şerê li bajarokê Celewlayê yê parêzgeha Diyale şerê di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de şopand… + +Mexmûr (Rûdaw) – Barokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + +Di dîmenên vîdoyî yên bi zindî ji Rûdawê hatin pexşkirin de tê dîtin ku hêzên Pêşmerge avahiya Qaymeqamiya Mexmûrê jî kontrol kirine… + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li enişya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn çekdarên DAIŞê ji nav Mexmûrê derbixin û wê deverê bi tevahî kontrol bikin. + +Sîrwan Barzanî her wiha got, me li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞê dîl girtine û bi dehan çekdar jî hatine kuştin. + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê Necat Elî jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge derbasî nav Mexmûrê bûne û çekdarên DAIŞê ji tirsa direvin. + +Hêzên Pêşmerge îro danê sibê bi piştevaniya êrişên asimanî karîn eniya Guwêr-Mexmûrê kontrol bikin û piştî nîro jî derbasî nav bajarokê Mexmûrê bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê şervanên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê parastina malbatên êzîdî dikirin, Qasim Simêl ragihand ku ew bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Şingalê mane û got, emê di demek kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin. + +Fermandeyê şervanên êzîdî yên parastina çiyayê Şingalê dikirin, Qasim Simêl li bajarê Dihokê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û li ser rewşa dawî ya devera Şingalê agahiyên girîng da. + +Qasim Simêl ku xwe wek ";Pêşmergeyê Mesûd Barzanî"; bi nav kir got, xelkê devera Şingalê gellek alîkariya wan kirin û mil bi milê wan li dijî DAIŞê şer kirin. + +Qasim Simîl her wiha eşkere kir ku dê di demeke kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin… +Amed (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, li ser hilbijartinan got, ew peyama xwe ku me dixwest bidin gihîşt her derê Tirkiyeyê. + +Selahedîn Demîrtaş, piştî ku sindoqên dengan ên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê hatin vekirin li Amedê daxuyaniyeke rojnamevaniyê da. + +Demîrtaş diyar kir ku hêvîdar e encamên hilbijartinan bibin sedema pêşxistina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê û got, em wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwazin paşerojeke ronahî li Tirkiyeyê ava bikin. + +Selahedîn Demîrtaş anî ziman ku wî kariye pîvan û armancên HDPê li her derê Tirkiyeyê û wiha got: ";Ew peyama ku me dixwest bidin gihîşt her derê Tirkiyeyê. Ji ber wê jî kampanyayê me ya hilbijartinên serokomariyê di asteke girîng de serkeftî bû."; + +Li gorî Demîrtaş, HDPê heta niha hewl daye xwe li her derê Tirkiyeyê organîze bike û ev bi hilbijartinên serokomariyê re gihîşt qonaxeke nû. + +Selahedîn Demîrtaş ku li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan %9.7 dengan bides aniye, got ku piştgiriya ku wî li bajarên Îzmîr, Edîrne, Antalya, Gumuşhane, Konya, Edene û Mêrsînê dîtiye ";hêvîbexş"; bûye ji ber ku kariye asteng û kospên pêşiya xwe bişkêne. + +Demîrtaş wiha anî ziman: ";Me li dijî sîtemeke faşîst, otorîter û serdest a 90 salane têkoşîn kir. Me nîşan da ku eger me bixebitin em dikarin biser kevin."; + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan, Demîrtaş li pirraniya bajarên Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de ye û di nav gel de wek ";Serokomarê Bakurê Kurdistanê"; tê binavkirin. +پشتی زێدهتری ۸ ڕۆژان، کۆچبهرێن ل سهر چیایێ شنگالێ د ڕێیا وێ ڕێکا کو ژ ئالیێ هێزێن پێشمهرگه ڤه هاتبوو کۆنترۆلکرن، داکهتن خوارێ. +هنهک ژ وان کۆچبهران، ڤهگهرا خوه وهک ڕزگاریا ژ تاریتی و ترسا دائیشێ و دیتنا ڕۆژ و سۆزا کوردستانێ ب ناڤ دکن، هنهک ژی دلخوهشیا ڕزگاربوونا ژ بن ترسا دائیشێ و وهستیابوون و برچیبوونا ل سهر چیا و مرنا کهسێن ل بهر دلێ وان ئازیز و شێرین، کێم دبینن و دبێژن تشتێ ل شنگالێ قهومیه، ههلهبجهیا دویهم بوو. +پشتی کو تۆرا مهدیایی یا ڕووداوێ بۆ یهکهم جار، هنهک دیمهنێن کۆچبهرێن ل سهر چیایێ شنگالێ ژ ڕایا گشتی یا کوردستان و جیهانێ ڕه وهشاندن، ئهو بوو یهکهمین مهدیایا کوردی و جیهانی کو خوه دگهینه سنوونێ و دیمهنا داکهتنا زێدهتری ۳ ههزار کۆچبهرێن کوردێن ئێزدی ژ چیا و دهرباسبوونا وان بۆ ڕۆژاڤایێ کوردستانێ و ڤهگهرا وان ژ بۆ باشوورێ کوردستانێ دوهشینه. +ئهڤ دیمهنێن کو ئهمێ نها ببینن، جارا یهکهمه د ئهکرانێن تهلهڤزیۆنان ده تێن وهشاندن. کا ئهم ل ڕێیا ڤهگهرا ژ مرنێ یا وان کۆچبهران ب ههڤرە بنەرن +VT + + + +Şirnex (Rûdaw)- Li navçeya Silopî ya Şirnexê, welatiyan du ";endamên DAIŞê"; girtin û teslîmî cendirmeyên Tirkiyeyê kirin. + +Li gorî agahiyan, li gundê Wehsilê yê Silopiyê, gundiyan li du kesan şikber bûn û we girtin radestî hêzên ewlehiyê kirin. + +Li gorî gundiyan, ew du kes endamên rêxistina DAIŞê bûn. + +Hat zanîn, lêpirsîna li ser wan du kesan didome. + +Piştî ku xelkê ev yek bihîstin berê xwe dan navenda cendirmeyan û êrişî wan her du kesan kirin û xwestin li wan bidin lê hêzên cendirme rê nedan wan û tedbîrên ewlehiyê xurttir kirin. + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, herî zêde li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê deng bidest anî. + +Hevserok û namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, li Şirnexê %83.17 dengên bajêr bidest xist û piştî Şirnexê dengê herî zêde li bajarê Colemêrgê bidest anî ku %81.59 deng bû. + +Rêjeya dengên Demîrtaş li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê: + +Amed: % 64.07 +Mêrdîn: %60.95 +Batman: % 59 +Agirî: % 58 +Îdir: % 58 +Mûş: % 58 +Wan: % 53 +Sêrt: % 53 + +Demîrtaş li seranserê Tirkiyeyê jî %9.8 deng bidest xist. + +Dihok (Rûdaw)- Berpirsekî ewlekarî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rewşa Şingal îstixlal kirine û mijûl pêk anîna hêzeke çekdarin ji xortên êzdî, çavêdrekî siyasî jî vê yek bi metirsî dide zanîn. + +Ji yekem roja dagîr kirina Şingalê ji aliyê rêxitsina radîkal a bi navê DAIŞ di 3ê tebaxê de, şahidekî li başûrê Çiyayê Şingalê ragihand ku, çend şervanên YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne, di nava xelkê de derketin û gotin ";Em wek Pêşmerge we bicih nahêlin."; + +Niha medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve kar li ser neşêrîn kirina Pêşmergeyên PDK dikin, bi taybetî piştî ku Şingal ji aliyê DAIŞê ve hat girtin, ev jî, bi gotina çavdêran, rê xweşkirek bû bo bicih kirina gerîleyên PKKê li navçeya Şingalê. + +Cîgirê berpirsê melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê, Xeyrî Şingalî, ku niha li gundekî Rojavayê Kurdistanê ye, got: ";Hevalên YPG wan xortên êzdî perwerde dikin û çek didin wan û bo Çiyayê Şingalê û navçeya Sinûnê wan dişînin."; + +Xeyrî Şingalî amaje bi wê yekê dike ku heta rojaduyem ji bûyerên Şingalê, zêdetirî 500 xortên êzdî bo Rojavayê Kurdstanê hatin aşndin da bi serpirştiya YPG biçin şerê DAIŞê bikin û got: ";Em hemû dizanin ku Pêşmerge xiyanet li Şingalê kirin û bergirî lê nekirin."; + +Derbarê hemahengiyê di navbera wê hêzên û Hêzên Pêşmerge de, wî berpirsê YNKê wih diyar kir: ";Ti hemahengî di navbera me de nîne."; + +Hevdem çavdêrekî siyasî ji Dihokê, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ragihand ku: ";Metirsiya pêk anîna wê hêzê ji aliyê YPG ve li ser paşeroja Şingalê nîne, lê ew dê bibe rewşek heyî û dê di parşerojê de PDK neçar bibe hemahengiyê ligel bike, ji ber ku ew xelkê navçeyê ne."; + +Wî çavdêrî dît ku, bi avakirina wê hêzên ku dibe ku ji 10 hezar kes pêk were ";Êdî PYD dixwaze pêgeha wê li Şingalê hebe û bi ti awayekî nahêle PDK bitenê hikumraniya Şingalê bike û tenê dê bibe mêvanekî bi aqil."; + +Berpirsê asayişa Zaxo, Aştî Koçer ku bi nûneratiya PDKê ligel du serkirdeyên din ev çend rojin çûne Çiyayê Şingalê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hevalên YPG bi wayekî aşkere behsa avakirina wê hêzê li cem me kirine ";Lê em nahêlin yek gav bêy me bê avêtin."; + +Aştî Koçer şîroveya wî çavdêrê siyasî bi xewin da zanîn û got: ";Xewne ew bikarin bi wê gave hikumdariya Şingalê bikin, qehremanên wek Qasim Şeşo û Qasim Simêl xwedanên Şingalê ne ku him Pêşmerge ne û hin PDK ne."; + +Herwiha wî berpirsê PDK neveşart ku, berpirsên YPGê gotinên ";Neşêrîn"; ji Pêşmerge de dibêjin û dixwazin wan bi ";Xayin"; bidin naskirin û wêneyê wan neşêrîn bikin. + +Navborî got jî ku ew van hemû tiştan dizanin ";Lê carê dê ti karvedana me nebe."; + +Li gor çavkaniyeke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser wê pirsê berî çend roja sekreterê polîtburoya PDK Fadil Mêranî peywendî bi Hevserokê rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re kir û jê re gotiye ku ew wek PDK razî nabin bi vê tev û liva YPGê. + +Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê hat ku hêzeke taybet a komandos bi balafirê çûn Çiyayê Şingalê, da alîkariya derbederên asê anî bide û wan rizgar bike, lê şervanên YPG li ser çiyê rêgirî li wan kirin û ji wan re gotibûn ku, ew berî wan hatine ser çiyê û nabe ew hêz li wê de bimîne, lewma PDK ji vê helwestê gelek hêrin bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, duşemê, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin, bo gotûbêj kirina rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê. + +Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Ferhad Mela Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Îro danê êvarî dê kesên yekem ên partiyan ligel serokê Herêma Kurdistanê bicivin."; + +Li gor axeftina Ferhad Mela Salih, naveroka civînê de ";Behiskirina rewşa niha li Kurdistan û Iraqê be, ku niha rewşa siyasî ya Iraqê gerim bûye, piştî daxuyaniya Nûrî Malikî di şeva borî de."; + +Hevdem berpirsê odeya peywendiyan a Tevgera Gorranê, Mihemed Tewfîq Rehîm ji Rûdawê diyae kir ku ew wek Gorranê jî dê beşdarî vê civînê bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Efrînê endamê komîteya şaxê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye li gundê Meydankê Nûrî Cebir girt. +Çavkaniyeke berpirsyar ji Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-Sê ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ku Endamê partiya wan li gundê Meydankê li ser destê Asayişê hatiye girtin. +Derbarê sedema girtinê, çavkaniyê da zanîn ku piştî gengeşeyeke siyasî di navbera endamê partiya wan û kesekî gundî de, wî kesî naveroka axaftinê gihandiye Asayişê û di encamê de gavalê wan hatiye girtin. +Heman çavkaniyê diyar kir ku endamê partiya wan heta niha li cem asayişê girtiye û ti zanyarî derbarê rewşa wî de tune ne. +Çavkaniya taybet ji Rûdawê re da zanîn ku rewşa girtiyên wan ên berê di zîndanên Asayişa Efrîn de zor xirap ê û bi taybetî rewşa Hisên Îbiş ku ligel havalên xwe di Zîndana Efrîn a nû li Gundê Maratê li bakurê rojavayê Efrînê de ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkariya leşkerî ya Amerîka bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, gihişte Hewlêrê. +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, alîkariya leşkerî ya Amerîka, ji çekan, bo Pêşmerge gihişte Hewlêrê. +Îdareya Barack Obama bi awayekî rasterast dest bi şandina çekên amerîkî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û berpirsekî pile bilindî amerîkî jî radighîne ku, prose dest pê kiriye û di demek nêzîk de çek dê çek bigihin Pêşmerge. + +Derbarê corê wan çekdan û aliyê berpirs di rêvebirina vê proseyê de, berpirsê amerîkî ti zaniyariyên zêde nedan ragihandin, lê tekez kir ku di demek nêzîk de ew çekd dê bigihin Hêzên Pêşmerge. + +Ajansa Associtated Press AP amaje dikin ku, ew prose bi serpirştiya Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) nehatiye kirin, lê dibe ku CIA serpirştiya vî karî kiribe. + +Berî niha çendîn car CIA serpiriştiya proseya şandina çekan ji Amerîka bo grûp û welatên din kiriye, ku pêwîstiya wan bi çekên amerîkî hebûn. + +Swêd (Rûdaw)- Hunermendê navdar yê Kurd, Ciwan Haco di peyamekê de bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, pîrozbahiya serkeftinê li ";Pêşmergeyên qehreman"; dikim, herwiha daxwaza yekîtiyê ji gelê Kurdistanê dike. + +Ciwan Haco ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Swêdê dijî, di salên 80yî de çendîn sirûd û stran li ser Pêşmerge gotine û dibêje ku, niha dilê wî ligel Pêşmergeye û pîrozbahiya serkeftinê li wan dike. + +Herwiha Ciwan Haco bi tundî ew komkujî şermezar kirin ku ji aliyê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) beramber kurdên êzdî kirine. Herwiha dibêje ew êrîşên niha li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin ";Pîlangêrin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Bakurê Kurdistanê gihişte Başûrê Kurdistanê û ligel parzêgarê Dihok, Ferhat Etrûşî civiya. + +Çavkaniyekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku, îro 11ê tebaxê danê sibehê şandek ji Bakurê Kurdistanê bi serokatiya waliyê Şirnaxê, Hasan Ipek gihişte Başûrê Kurdistanê. + +Şanda Bakurê Kurdistanê li gel parêzgarê Dihokê, Ferhad Etrûşî civiya û behsa rewşa koçberên Mûsilê bi giştî û yên kurdên êzdî bi taybetî kirin. + +Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Bakurê Kurdistan soza avakirina kampekê ji koçberan re dan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm namzedê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe, Heyder Ebadî spart, bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. + +Zaniyariyên zêdetir belav dikin… + + +Mexmûr (Rûdaw)- Piştî ku DAIŞê êrîşî çend navçeyên Başûrê Kurdistanê kirin şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê destpêkir, li Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê, gelek kesan amadehiya xwe nîşan dan ji bo ku tevlî şerê li dijî wê grûpa tundrew bibin, hinek ji wan jî niha li eniyên şerin û ew jî bergiriyê li xaka Kurdistanê dikin, bi taybey li Eniya şer li qeza Mexmûrê. +Li qeza Mexmûrê kampeke Kurdên Bakurê Kurdistanê heye û koçberên nava wê kampê, bi hêvî ne ku di vê rewşa niha ya ku Başûrê Kurdistanê têde derbas dibe, helwesteke Kurdan ya yekgirtî hebe û yekdeng bin. +Li nav bajarokê Mexmûrê û kampa wê jî, gerîlayên PKKê jî şerekî dijwar li dijî çekdarên DAÎŞê dikin. Ew dibêjin, bergiriya li vê axê erkê her Kurdekî ye û tekîd dikin ku divê gelê Kurd li hember van êrîşan yekîtiya xwe bihêztir bikin. +Li derveyî bajarokê Mexmûre jî, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, bi top û rokêtan, çekdarên DAÎŞê bi giranî tobabaran dikin û dibêjin ew dest ji yek bista axa Kurdistanê bernadin. +Ev cara yekê ye ku hêzên çekdarî yên Kurdan ku ser bi partiyên xwedî nêrînên cuda ve ne, bi hev re di eniya şer de, çekdan radikin û şer dikin, gelek kes jî dibêjin, DAÎŞê, yekîtiya Kurdan bihêztir kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya. + +Di civînê de ku îro, 11ê tebaxê birve çû, her yek ji Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistranê Kosret Resûl Elî, Sekreterê Gitşî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Baprî û her yek ji Roj Nûrî Şaweys, Seidî Ehmed Pîre, Omer Seyid Elî û Fûad Hisên beşdar bûn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de behsa yekrêziya aliyên siyasî hember êrîşên rêxistina DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin. + + + +Amed (Rûdaw)- Sê zorakên kurdên êzîdî yên ku ji ber êrişên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) rêvin li sînorê nav Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin sekinandin bi nexweşiya navêş mirin. + +Şaxê Saziya Mafên Mirovan (IHD) ya Amedê bo êzîdiyên ji êrişên DAIŞê reviyan li navçeya Sîlopî ya Şirnex û bajarê Zaxo ya Herêma Kurdistanê lêkolîn kirin. + +IHDyê rapora xwe iro parve kir. + +Di raporê de hat diyar kirin ku êzîdiyên ku gihiştîn Sîlopiyê pêwistiyan wan ji aliye Şaredariyê ve pêk hati ye û nêzike 400 kesî jî di sînor de hatine sekinandin. + +Di raporê de hat ragihan ku sê zarokên rê de hati sekinandin ji ber nexweşiya navêşê jiyana xwe ji dest danê. + +Herwiha rapore bal kişandiye ser bergiriya rewşa awartê neyê girtin nexweşiyên bacgir û mirina mirovan dê zêde bibe. + +IHD di rapora amade kiri de banga Herêma Kurdistanê û ya Neteweyên Yekbûyî kiri ye da ku bergiriya nexweşiyan bike. + Hewlêr (Rûdaw)- Koma Civakên Kurdistanê KCK, daxwaz ji ciwanên Kurd yê ji her çar aliyên Kurdistanê kir ji bo beşdar bin di eniyên şer de li Rojava û Başûrê kurdistnê. +KCK di daxuyaniyekê de ragihand ku Kurd di qûnaxeka dîrûkî de derbas dibin, raste di nava aliyên kurdî de helwest û nêrînên cuda hene lê dem dema wê yekê ye ku em yekîtiya xwe ya niştimanî bihêz bikin û bi hêzek hevbeş parastina gelê Kurd bikin . +Di dawiya daxuyaniya xwe de jî , KCK daxwaz ji xort û ciwanên Kurdistanê kir bi zûtirîn dem peywendî bi eniyên şer re bikin û navê çend rêxistinên berevaniyê ji wan ciwanan re diyar kiriye wek , YPG , Yekîtiya Jinên Azad-Sitar , Hêzên Parstina Niştimanî , YPJ , Pêşmerge , Yekîneyên Parastina Şingal û Mexmûrê. +Ji aliyê din ve û li ser vê daxuyaniya KCK, endamê polîtburiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Ebdilhekîm Beşar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev daxwaza KCK ne momkine û ne lojîkî ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê di Iraqê de ye sînorê destûrê xwe heye û li ser astê navdewletî jî wek deshelatdarî xwedî hevpeyman û hevale. +Beşar her weha got: ";Baştir ew bû ku KCK li Rojavayê Kurdistanê gaveka cuda biavêje ji ber ku ew der li jêr deshelata wê ya praktîk de ye , +di rêya PYD û YPG re dikare yekbûneka hem leşkerî û hem siyasî ya Kurdî pêk bîne, yekrêziyê li Rojava cî bicî bike. +Di dawiyê de mirov dipirse, Heger rewşa niha dixwaze hêzek Kurdî yekgirtî hebe , wê kengî dema wê bê helwêsteka siyasî ya Kurdistanî ya hevgirtî hebe li ser rastê nêvneteweî,gelo rewşa peywendiyên siyasî di nava aliyên Kurdistanî de alîkare ji bo cêbecêkirin vê insiyatîva KCK ya leşkerî. + +Piştî bersivdana hêzên pêşmerge yên Kurdistan li ser êrîşên çekdarên DAÎŞê pêla piştgiriyên navdewletî ji bo Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bilind dibe. +Îtaliya serkirdeyên Ewropa ji bo piştgiriya leşkerî ji kurdan re lihev dicivîne. +Amerîka çekan ji bo pêşmerge dişîne, Ustûraliye amade ye û Elmaniya dest bi gengeşeya siyasî ya germ li ser vê mijarê dike. + +Domîz (Rûdaw)- Raste penaber in û di kampên penaberan de dijîn, ji mala xwe dûr, di nava xem û êşên giran de ne. Lê ew dibêjin, dema ku Başûrê Kurdistanê dikeve metirsiyê ewê biparêzin, û mil bi mil bi pêşmergeyên Kurdistanê re şer bikin. +Li gor penaberên Kampa Domîz, şerê ku niha li dijî Başûrê Kurdistanê dibe, ne tenê li dijî vî beşê Kurdistanê ye, her wiha ew li dijî hemû netewa Kurd e, ji ber vê yekê erkê her kurdekî ye ku bergiriyê li axa welat bike û diyar dikin ku ew amade ne xwebexş di nava şer de cih bigirin û bibin Pêşmerge. +Penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa domîz xwe dûrî şerê pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê nabînin û hejmarekeji penaberan dixwazin xwebexş mil bi milê Pêşmerga şer bikin lewma ew dibêjin şerê niha dijî netewa Kurde û berevaniya ber kurdan ser her kesî erkeke. +Penaberên Kampa domîz , ku kampa yekemîn piştî krîza Sûriyê hatiye ava kirin xwe dûrî şerê Pêşmerge û çekdarên DAIŞê nabînin lewma ew dibîn ,yek gotara Kurdî pêdiviyeke ji bo serketina Pêşmerge. +Hin ciwanên kampê xwe dibînin berpirsiyar di ber parstina Başûrê Kurdistanê de mîna hemwelatiyên Başûr lewma ew amede ne xwebexş tevlî rêzên Pêşmerge bibin. +Tevlî bilind bûna dengê şer û penaberên ku ew bi xwe penaber bûbûn ji ber wan aramî dixwestin ,lê rewşa niha li Başûrê Kurdistanê metirsiyê têde nabînin +Hejmareke ji ciwanên kampê xwe pêşkêşkirin da tevlî rêzên Pêşmerge bikin û li hêviya qebûlê ne da berê xwe bidin şerê li dijî çekdarên DAIŞê. + + Silêmanî (Rûdaw)- Başûrê Kurdistanê êdî bûye wargehek ji penaber û koçberan re. + +Ji perçeyên din yên Kurdistanê û ji tevaya Iraqê jî, xelk berê xwe didin wê derê û weke sitarekê ji xwe re dibînin. + +Bêguman pirsgirêkên koçberan jî ne hindik in. Gelek kêşeyên wan hene û li benda çareserkirinê ne. + +Ji bo gotûbêjkirina wan kêşe û pirsgirêkan, Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Silêmaniyê dimîne, konferansek li darxistin.. + +Amed (Rûdaw)- Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi ragihand ku karesata ya herî mezin ya piştî Helepçeyê serê kurdan de hati, êrişên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) yên ku Şingalê kirî ye. + +Şandeya ku ji Pişesaziya Bezirganiya Amedê, Baroya Amedê û Saziya Bijîşkên Amedê pêk tê, lêkolînên xwe yê ser êzîdiyên penaber daxûyandin. + +Serokê Baroyê Tahir Elçi îro bi rêya civîneke çapemeniyê nêrinên şandeyê eşkerê kir. + +Elçi got, ";Karesata ya herî mezin, piştî Helepçeyê, Şingal e. Alîkariya Şingalê bikin."; + +Bijîşk Şeymus Gokal jî got ku penabera nexweş in û bêderman in. + +Amed (Rûdaw)- Êzîdîyên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber êrişênDewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) penaberî bajarê Amedê bûne, dixwazin herin welatên Ewropî. + +Nêzîkî 600 kes ji wan êzîdîyên ku ji êrişên DAIŞê rizgar bûne, karîn bi paspaortên xwe derbasî Tirkiyeyê bibin û li Amedê bicîh bibin. + +Ji wan penaberan 300 kes li Galeriya Sumerparkê ya Şaredariya Amedê û 300 kesên din jî li Pîşesaziya Bazirganiya Şarederiya Kayapinarê hatin bicîhkirin. + +Hinek ji wan penaberan li ser rewşa xwe ji Rûdawê re axivîn. + +Kesê bi navê Adnan Nemir Silo ku bi hevjîna xwe, 4 zarokên xwe û 4 mirovên xwe ve ji gundê Guhbelê yê Şingalê reviyaneAmedê, wiha got, ";Me canê xwe xilas kir lê belê em ji yên ku li Zaxo û Dihokê mane, bifikar in.. Divê di demek kurt de alîkariya wan jî bê kirin."; + +Jina bi navê Meyrem Yas a ku bi 6 zarokên xwe ve hatiye Amadê, ragihand ku xema wê mêrê wê ye ku li Bexdayê ye. + +Meyramê got ku tiştekî li ser mêrê xwe nizane û wiha axivî, ";Em êdî naxwazin vegerin ser wê axê. Xilasbûna me bi tenê çûyîna Ewropa ye. Em naxwazin êdî bikevin nav lepê mirinê."; + +Esmer Xudêda jî ligel 5 zarokên xwe li Galêriya Hunerê dimîne. Dema derbasî Tirkiyeyê bûne rê nedane wan otomobîlên xwe jî bi xwe re bînin ji ber wê otomobîlên xwe li ser sînor hîştine. + +Esmerê wiha behsa xwe kir: ";Em êdî naxwazin vegerin wan deran û dema hinek aramî çêbû em dixwazin êzîdiyen li Ewropayê alîkariya me bikin û me jî bibin wê derê."; + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê, Celal Talebanî pîrozbahî li Receb Teyib Erdogan kir, bi boneya serkeftina di hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê de. + +Di nameyekê de bo Receb Teyib Erdogan, Celal Talebanî wiha dibêje: ";Bi boneya serkeftina we di hilbijartinên serokomarî de, ji dil pîrozbahiyê li we dikin û ez dixwazim kêfxweşiya xwe bi van hilbijartinan bînim ziman."; + +Herwiha Talebanî nivîsiye: ";Serokomariya cenabê we ne tenê bo Turkan, lê belkî bo her du gelê Kurd û Turk, ku me bi hevbeşî xebat kiriye, gelek girînge."; + +Hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê roja 10ê tebaxê birêve çûn ku tê de Receb Teyib Erdogan bi rêjeya 52% ji dengan bû 12emîn serokomarê Turkiyê, lê heta niha encam bi fermî nehatine ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Koçberiya xelkê Şingalê û derdora wê berve Rojavayê Kurdistasnê berdewame û herwiha pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kuridstanê berve Başûrê kurdistanê ve jî berdewam e. +Rêvebirê xala sînorî ya Pêşhabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kurdistanê bê rawestan berdewam e. +Berbuharî ji Rûdawê re aşkere kir ku heta şeva borî, 63 hezar koçber di xala sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û diyar kir ku li gor vê pêvajoyê heta êvara îro, sêşemê, dibe ku hejmar koçberên ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibin bighêje 75 hezar koçber. +Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke rojnamevanî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku di van her du rojên dawî de, koçber êdî pez û sewalên xwe jî ligel xwe tînin. +Bi gotina vê çavkaniya taybet, anîna pez û sewalan nîşana wê yekê ye ku hejmara xelkê ku li devera Şingalê maye kêm bûye û riyên ku koçber didin ber xwe aramtir bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên Amerîka pêgehên çekdarên DAIŞê li navçeya Başîk a ser bi parêzgeha Neynewa ve topbaran dikin û hejmarek çekdarên rêxistina navborî dikujin. + +Kargêrê şaxê Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistabnê (PDK), Seîd Memûzînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Terorîstan li gundê Esqûf civînek berferh encam dan, piştire me balafir agehdar kirin û wan jî ew tpbaran kirin."; + +Seîd Memûzînî derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê di vê operasyonê de got: ";Li gor zaniyariyên me, herî kêm 15 çekdar ji wan hatin kuştin û niha terorîst ji navçeyê reviyane û berê xwe dan navçeya Bertile."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Têmûr Mistefayî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber beşdariya pêşmergeyên partiya wan di şerê li dijî çekdarên DAÎŞê de, li çend bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê gef li partiya wan hatiye xwarin. +Têmûr Mistefayî diyar kir ku di çend rojên borî de li nav bajarên wek Seqiz, Bane, Merywan û Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê, grûpên selefî gef li endam û alîgrên partiya wan û kurdperwerên li wan navçeyan xwarine. +Derbarê sedema wan gefan de, endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê diyar kir ku ew gef piştî wê yekê hatin ku pêşmergeyên partiya wan tevlî şerê li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê bûn. +Mistefayî aşkere kir ku li herdu mizgeftên Haciyawa û Salhawa li bajarê Seqizê, ala grûpa DAÎŞê ji aliyê çend kesan ve hatiye bilindkirin. +Endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, rejîma îranê û îdareya îtîlata wê jî tometbar kir ku ew piştgiriya wan kesên selefî dokin ku ala DAÎŞê bilind kirine û gef li endam û alîgrên partiya wan xwarine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî demeke dirêj ji paşxistina sêyemîn kongireya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna giştî ya Encûmenê biryar da ku di nava mehekê de, birwara lidarxistina kongreyê bê destnîşankirin. +Di civîna giştî ya ENKSê de, ku roja duşemê bi dawî hat, çend biryarên rêxistinî û siyasî derbarê lidarxistina kongreya giştî, rêjeya beşdaran, şêweyê hilbijartina nûnerên kongireyê, helwest ji Rêveberiya Xweser û rola ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê de hatin wergirtin. +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSÊ Mihemed Ismayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna ENKSê biryar daye ku di nava mehekê de birwara sêyemîn kongireya ENKSê bê destnîşankirin û komîteya rêxistinî raspartiye ku mijarên rêxistinî di vê debarê de bişopîne. +Ismayil diyar kir ku ev biryar hatiye dayin piştî ku rêxistinên ENKSê li her du herêmên Efrîn û Kobanî diyar kirine ku nûnerên wan êdî dikarin beşdarî kongireyê bibin nemaze piştî biryarên nû yên hikûmeta Tirkiyê derbarê derbasbûna xelkê Sûriyê de ku li gor van biryaran, nûnerên Efrîn û Kobanî dikarin di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re derbasî Herêma Cizîrê bibin. +Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku rêjeya nûnerên kongireyê hatiye destnîşankirin ku wê 50% pişaka partiyan be, 28% pişka kesayetiyên serbixwe be, 12% pişka ciwanan be û 10% pişka jinan be, lê belê pîverên parvekirina pişka partiyan û awayê hilbijartina nûnerên ciwanan heta niha ne hatine yekalîkirin. +Derbarê rewşa siyasî, Ismayil diyar kir ku Encûmena Niştimanî careke tekizî li ser helwesta xweya berê derbarê Rêveberiya Xweser kir ku ew vê Rêveberiyê nas nakin û pêgirî biryarên wê nabin, lewra ewê di kar û çalakiyên xwe de bêyî ruxset berdewam bin û hemû şêweyên xebata aştiyane ya demokratîk li hember biryanên ku di derheqê wan de bên standin, mîna xwepêşandan, girev û protestokirina aştiyane bikar bînin. +Derbarê rewşa ENKSÊ di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê de, endamê sekretariyeta giştî da zanîn ku civînê nûnerên ENKSê raspartine ku têbîn û pêşinyarên Encûmenê derbarê xurtikirina rol û pêgehê ENKSê di nava Hevpeymaniyê de pêşkêşî Hevpeymaniyê bikin û cîbicîkirina wan bişopînin. +Derbarê koçberên Şingal û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê, Ismayil diyar kir ku wan ji hemû komîteyên xwecihî yên ENKSê xwestiye ku bi hemû karînên xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bikin. + +¤WA0 5308 +Întro: Şandeya saziyên sivîl ên bakûrê Kurdistanê demek berê ji bo lêkolîn û şopandina rewşa koçberên Şingalê serdana başûrê Kurdistanê kiribûn. Endamên şandeyê vegeriya Amedê û di derbarê rewşa koçberan de bi civîneke çapemeniyê çavderiyên xwe parvekirin. Şande diyar kir ku divê hemû kes ji bo alikariya koçberên êzîdî seferber be. +VT: Piştî êrîşên çekdarên DAÎŞ'ê ya li hemberî Şingal û başûrê Kurdistanê gelek kurd bi taybetî jî kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAÎŞ'ê ve hatibûn kuştin. Kesên ku canê xwe ji DAÎŞ'ê xilas kirin jî koçber bûn û bi gelek zehmetiyan re rû bir û man. Li ser vê yekê ji bakûrê Kurdistanê şandeyekî ji bo lêkolînkirina rewşa koçberan çûbûn başûrê Kurdistanê vegeriyan li Amedê û di derbarê rewşa koçberan de bi civîneke çapemeniyê agahî dan. Şande diyar kir ku kurdên êzîdî dîsa bi felaketekî mezin re rû bir û mane û divê ji bo wan alîkarî bê kirin. +Axaftin: Tahir Elçî-Serokê Baroya Amedê:¤WA1 4824 4896 +'' Gelê kurd bi felaketeke mezin re rû bir û maye. Mirov dikare bêje ku piştî Helebçe felaketa herî mezin li Şingalê qewûmiye. Em wekî saziyên sivîl ên Amedê baga hemû kurdan dikin ku piştevanî û alîkariya Şingalê bikin '' +Di şandeyê de bijîşk jî hebûn û bijîşk diyar dikin ku pêdivitiya koçberan herî zêde bi derman û alavên tibbî re hene. +Soundby: +Şeyhmus Gokalp-Bijîşk:¤WA3 4856 4792 +'' Divê ku nexweşxaneyên Sahra werin avakirin. Li wan nexweşxaneyan bijîşk, hemşîre û xebatkarên tendûristiyê bixebitin û nexweşan derman bikin. Di heman demê de jî di der barê parastina nexweşiyan de xelkê perwerde bikin. '' +Li gorî şandeyê koçberên Şingalê zêdetir li Zaxo û Dûhokê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve hatine bi cîh kirin û hejmara wan jî digihije nêzikî 400 hezarî. +Stand Up + +Düsseldorf (Rûdaw) - ";Kêm herêm hene ku niha hewqas nûçe jê derdikevin weke Rothilata Navîn. Rewşa zanyariyan gellekî bi mij e û ji ber wê gellekî zehmet e ku rastî bê dîtin. Di vê rewşa aloz de kanala nûçeyan ya kurdî Rûdaw bûye çavkaniyeke giring."; +Bi van hevokên jorê rojnamevanê Alman Wilfried Urbe di rojnameya almanî ";Kölner Stadtanzeiger"; de raportek li ser rewşa niha li Rojhilata Navîn û rola Rûdawê di van rojan de weşandiye. ";Kölner Stadtanzeiger";mezintirîn rojnameya bajarê Kolnê ye û tiraja wê rojane 300.000 e. +";Kölner Stadtazeiger"; dinivîsîne ku di van mehên dawî de çapemeniya rojavayî , bi taybetî di mijara Iraqê de, xwe spartiye Rûdawê weke çavkanî û diyar dike ku bi destpêka êrişên DAIŞê Rûdaw berbiçav pêşketiye. +Di raportê de nêrîna akademisyenê Kurd Prof. Ferhad Îbrahim Seyder jî cih digire, Seyder Rûdaw ligel el-Cezîre dipîve û diyar dike ku di hinek mijaran de Rûdaw ji el-Cezîre objektîftir e, bi taybetî di mijara Îsraîl û Filistînê de. Prof. Ferhad Îbrahim Seyder diyar dike ku el-Cezîre jî bi nûçeyên derbarê aloziya li Iraqê mezin bû û gihişt asta BBC û CNN û dibêje ku Rûdaw jî di vê rêyê de dimeşe. +Prof. Ferhad Îbrahim Seyder behsa hinek kêmasiyên Rûdawê jî dike, weke mijara profesyoneliya rojnamevanên wê, lê pêşbînî dike ku eger Rûdaw weke ku diyar kiriye di pêşerojê de bi îngilîzî û erebî dest bi biweşana xwe bike, ewê di 5 salan de bikaribe bigihije asta el-Cezîre û CNN. + +دوای ئەوەی باشووری کوردستان رووبەڕووی شەڕی چەکدارانی دەوڵەتی ئیسلامی بووەوە ، بەهەزارەها پێشمەرگەی خانەنشینکراو بەرەو سەنگەرەکانی شەڕ چوونەو یەکێک لەو پێشمەرگە دێرینانە کە بەشداری لە شۆڕشەکانی کورد کردووە لەگەڵ مەلا مستەفای بارزانی ، دەڵێت پێشمەرگەی ئێستا قارەمانن . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cemîl Bayik dibêje, Erdogan pêvajoyê ji bo berdewamiya desthilata xwe bikar tîne. + +Hevserokê rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku,wan çi pêdiviyên pêvajoyê pêwîst kiribe, bi cî anîne, lê hikûmeta Tirkiyê erkên xwe bi cî nayne û berovajî amadekariyên şer li kurdistanê dike, û rewşa agirbestê ji bo berjewendiyên desthilatê bikar tîne. + +Bayik di hevpeyvînekê ligel rojnameya El Mundo ya Îspanî de ragihand ku, Recep Tayyip Erdogan dema ku serokwezîr bû, û dema ku bibe serokomar Tirkiyê ber bi dîktatoriyet û netewperestiyê ve dibe. + +Cemîl Bayik anî ziman ku, Erdogan dibêje ku bê wî pirsgirêka kurd çareser nabe, û bi vê propgandayê hêvîyên gelê kurd îstîsmar dike, lê ti gavekî cidî jî neavêje, ew bi xwe tenê pêvajoyê ji bo berdewamiya desthilata xwe bikar tîne. + +Hevserokê rêveberiya KCKê dest nîşan kir ku,eger Tirkiyê ji xwe re pêvajoya aşitî ku li Îspaniya dimeşe bikin mînak û li gor wê bimeşin, ewê dawî li vî şerî bê û ew amadene piştgiriya wê bi her awayî bikin. + +Cemîl Bayik careke din tekez kir ku, ti daxwazeke wan ku dewleteke serbixwe lidarxînin tineye, eger gelê kurd bikaribe bi azadî û demokrasî mafên xwe bikar bîne, ew bawer nake ku bixwazin sînoran xirab bikin û dewleteke cuda çê bikin + +ئێدی چیایێ شنگالێ تراژیدیایەك دهەمبێزا مێژوویا خۆدا توماركر، سترانبێژ و شاعر ئێدی دەما بەحسا چیایێ شنگالێ دكەن تنێ ب خۆراگریێ پەسن ناكەن، بەلكو جەگەربرا هند شنگالیانەژی. +ترس برس هەردوو تشت بووینە ئەگەر ب سەدان زارووكێن ئیزدی لسەرێ چیایێ شنگالێ ببنە قوربانی، هەشت روژێن ل سەر چایێ شنگالێ ئیزدیان بێ خوارن و ڤەخوارن برینە سەر ، گەلەك دایكان جەگەرێن خوە بجه هێلان گەلەك زارووك ب خوە بەرزەبوون و هند ژنانژی ل چیای زارووكێ نوو پێرا چێدبوون مینا خانێ ئەو ژنا ل چیایێ شنگالێ زارووك بووی و هەیا گەهشتیە دهۆكێ زارووكێ خوە ژ هەمبێزا خوە رانەكر . + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyerên tirafîkê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 7 kes mirin û 8 jî birîndar bûn. + +Li gorî medyaya Îranê, duh (11ê Tebaxê) êvarê li ser rêya navbera bajarên Bokan û Mehabadê 4 otomobîl li hev ketin. + +Di wê bûyerê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. + +Her wiha îro danê sibê li ser rêya navbera bajarên Kirênd û Serpêla Zehawê li parêzgeha Kirmaşanê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin. + +Di wê bûyerê de jî 5 kes mirin. + +Li gorî encamên lêkolînên polîsê tirafîkê, bûyera Kirmaşanê ji ber leza zêde û binpêkirina qanûnên tirafîkê ji aliyê otomobîlê ve çêbûye. +Şirnex (Rûdaw)- Wekû tê zanîn beriya du rojan li Tirkiyê hilbijartina serokkomariyê hebû. Komeke bi navê 'Tagir' ev hilbijartin bi awayekî balkêş boykot kir û li şûna pûsûlayan kaxezek Alaya Kurdistanê û navê 'Kurdistana Serbixwe' li ser hatî nivîsîn xistin zerfan. +Berpirsiyarekî nexwestî nave wî bê diyarkirin, li Şirnex ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragahind ku bi taybetî li Gundikê Melî ya Şirnex û li Cizîr, Silopiya, Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê ji zerfên hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê de ji hezarî zêdetir kaxezên Alaya Kurdistanê û navê 'Kurdistana Serbixwe' li ser hatî nivîsîn derket. +Li gorî zanyariyên me ji koma Tagirê standîn, ji her deverekê hejmarên dengan tên lê ew hejmara dengan bi awayek rasteqîn nizanin, ji ber ku fermî nayên hejmartin. +Dîsa ji koma 'Tagir'ê hat ragihandin ku wan xwest tişteka sembolîk bikin û eger bixwestan dikarîn gelek zêdetir dengan bistînin û got: ";Me ji beriya hilbijartinê 5 rojan ev biryar da û ji ber wê yekê jî me dengê xwe negihand gelek Kurdistaniyan jî."; +Li ser armanca xwe ji wiha got: +";Em tagirên Kurdistaneke Serbixwe ne, em ne tagirên entegrasyonê ne û em gihiştin armanca xwe."; + + +Mexmûr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê di şerê li dijî DAIŞê de pêşve diçin. Îro jî sê cihên girîng li bilindahiyên Qereçoxê kontrol kirin. + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, piçekî beriya niha li derdora nahiyeya Guwêrê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket. + +Sîrwan Barzanî da zanîn, piştî çend saetan pêşmergeyan çend cihên girîng ji destê DAIŞê derxistin. + +Li gorî Barzanî, hêzên Pêşmerge sê girên girîng li devera Qereçoxê girtin ku çekdarên DAIŞê li ser gundê Tendûre yê Guwêrê danîbûn. + +Hêzên Pêşmerge roja 10ê Tebaxa îsal karîn bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê derbixin û di heman rojê de nahiyeya Guwêrê jî kontrol kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Helîkopterekê iraqî ya ku dema alîkariyên mirovî dibir kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê re, ket xwarê û di encamê de balafirvan (pîlot) jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn, di nav birîndaran de parlamentera kurd Viyan Dexlîl jî heye. + +Jêderekî ji Rûdawê re got, îro dema helîkoterekê ku alîkarî biribû kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane re, kontrola xwe ji dest da û ket xwarê. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, di bûyerê de pîlotê helîkopterê jiyana xwe ji dest da û 20 kurdên êzîdî û parlamentera kurd a Iraqê Viyan Dexlîl û Yadigar Fazil Mîranî jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, birîndar bi helîkoptereke din rakirine nexweşxanê lê heta niha li ser rewşa wan ti agahiyek nehatiye belavkirin. + +Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Qasim Eta jî ragihand, helîkoptera ji curê Mi-17 ku alîkarî biribû çiyayê Şingaê ji ber kêşeyek teknîkî ket xwarê. + + +Amed (Rûdaw)-Navê Qada Dagkapi ya ku Şex Seîd û 46 hevalên wî lê hatin bidarvekirin, hat guhartin û bû Qada Şex Seîd. +Encumena Şaredariya Amedê îro civiya û biryarek girîng da. +Di civînê de encumenê bi tevahiya dengan navê Qada Dagkapi ya Amedê ya ku sala 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatibûn bidarvekirin, guhert û navê Şêx Seîd lê kir. +Biryar bi dengê hemû endamên BDP û AK Partiyan hat pejirandin. +Hemû endamên BDPyî û AKPyî yên encumenê dengê erê dan vê pêşniyarê. +Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kir û di demek kurt de li bajarên Çewlik û Elezîzê belav bû. +Lê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin îdamkirin. +Cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arîşeva dewletê nehatiye vekirin, nayê zanîn. + +Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şex Seîd ";serhildanek olî"; bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber wê derket çimkî komara ku nû hatibû avakirin, mafên kurdan înkar dikir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyera ketina helîkoptera iraqî li ser çiyayê Şingalê de pîlot û kurdekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e. + +Îro li ser çiyayê Şingalê helîkoptereke iraqî ya ku alîkariyên mirovî ji kurdên êzîdî re biribû, ji ketibû xwarê. + +Efserê Asayişê yê Dihokê Aştî Koçer li ser çiyayê Şingalê ji Rûdawê re got, di bûyerê de pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û parlamentera kurd Viyan Dexîl û kurê sekreterê polîtuborya PDKê Yadigar Fazil Mîranî û hinek awareyên Şingalê jî birîndar bûn. + +Aştî Koçer da zanîn, piştî ku helîkopterê alîkarî vala kir xwest ji erdê rabe lê singê wê li kevirekî ket û ket xwarê. + +Koçer got, hêzên Pêşmerge xwe zû gihandin cihê bûyerê û kesên ku di helîkopterê de bûn derxistin lê pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û yên din jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên wî eferê asayişê, di nav helîkopterê de 3 rojnamevanên biyanî jî hebûn ku 2 ji wan birîndar bûn. + +Ji aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê ragihand ku pirraniya birîndarên bûyera çiyayê Şingalê birine nexweşxaneya Zaxo lê parlamenter Viyan Dexîl û Yadigar Fazil Mîranî û sê zarokên birîndar jî birin nexweşxaneya Dihokê. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, rewşa wan zarokan baş nîne ji ber ku bi giranî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke telefonî de digel Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden de piştgiriya xwe ji namzedê serokwezîriya Iraqê Heyder Ebadî re nîşan da. + +Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê, Başûrê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevpeyvînê de Joe Biden piştgirî û alîkariya Washingtonê di warê şerê li dijî terorê de ji Kurdistanê re nîşan da û pesnê hêzên Pêşmerge da ku karîne di şerê li dijî çekdaran de serkeftineke girîng bidest bînin. + +Biden her wiha hêviya xwe anî ziman ku hêzên Kurdistanî bi hêzên siyasî yên iraqî re dest bi diyaloga avakirina hikûmeta nû bikin û bi hev re Iraqê ji kirîza niha rizgar bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî spasiya xwe pêşkêşî Barack Obama, Biden û gelê Amerîkayê kir ji ber piştgiriya wan bo gelê Kurdistanê û soz da ku Herêma Kurdistanê dê di vî şerî de parastina xak, gel û hemû nirxên azadî, hewandin û bihevrejiyanê biparêze. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku piştgirî û alîkariya Amerîka ya ji bo Kurdistanê hêzeke mezin daye gelê Kurdistanê. + +Barzanî her wiha piştgiriya xwe ji bo destnîşankirina Heyder Ebadî wek namzedê şîeyan bo avakirina hikûmeta nû anî ziman û got, Herêma Kurdistanê dê alîkariya Iraqê bike bo pêkanîna hikûmeteke niştimanî. +Guwêr (Rûdaw)- Li Eniya şer li nahiyeya Guwêrê li başûrê rojavayê Hewlêrê, şerê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê berdewam dike. Li wir heta niha pêşmerge pêşde diçin û karîne wan çekdaran ji çend navçeyan derxînin. + +Pêşmerge di vê çepera şer de dibêjin, çiyayên li vê navçeya Guwêrê girîngiyeke wê ya stratejîk heye, ji ber vê yekê, niha ew çiya bi temamî ketine bin kontrola pêşmerge û ti hebûneke DAIŞê li wir nemaye, lê wek ew diyar dikin, çekdarên DAÎŞê gelek mayîn lu pey xwe hiştine. + +Di şerê li vê Eniya şer, ziyanên mezin gihiştine çekdarên DAIŞê û bi gotina pêşmerge, gelek çek û otombîlên wan ketine destê pêşmerge û ti ziyanên canî di nava hêzên Kurdistanê de tine bûn. + +Morala pêşmerge li bereya Guwêrê, wek me dîtî û wek wan bi xwe jî aniye ziman, gelekî bilinde û heta niha zêdetirî ji sedî 90 ji navçeyê kontrol kirine. Tevî ku pêşmerge tekîd dikin ku rewş arame, lê heta niha ti kes û malbateke xelkê vê navçeyê venergiyane ser milk û malên xwe. + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Piştî demeke dirêj ji paşxistina sêyemîn kongireya giştî ya Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna giştî ya ENKSê biryar da ku di nava mehekê de, birwara lidarxistina kongreyê bê destnîşankirin. + +Di civîna giştî ya ENKSê de, ku roja duşemê bi dawî hat, çend biryarên rêxistinî û siyasî derbarê lidarxistina kongreyê giştî, rêjeya beşdaran, şêweyê hilbijartina nûnerên kongire, helwest ji Rêveberiya Xweser û rola ENKSê di Hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê de hatin wergirtin. + +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSÊ Mihemed Ismayil ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna ENKSê biryar daye ku di nava mehekê de birwara sêyemîn kongireya ENKSê bê destnîşankirin û komîteya rêxistinî raspartiye ku mijarên rêxistinî di vê debarê de bişopîne. + +Ismayil diyar kir ku ev biryar hatiye dayin piştî ku rêxistinên ENKSê li her du herêmên Efrîn û Kobanî diyar kirine ku nûnerên wan êdî dikarin beşdarî kongireyê bibin nemaze piştî biryarên nû yên hikûmeta Tirkiyê derbarê derbasbûna xelkê Sûriyê de ku li gor van biryaran, nûnerên Efrîn û Kobanî dikarin di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re derbasî Herêma Cizîrê bibin. + +Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku rêjeya nûnerên kongireyê hatiye destnîşankirin ku wê 50% pişaka partiyan be, 28% pişka kesayetiyên serbixwe be, 12% pişka ciwanan be û 10% pişka jinan be, lê belê pîverên parvekirina pişka partiyan û awayê hilbijartina nûnerên ciwan heta niha ne hatine yekalîkirin. + +Derbarê rewşa siyasî, Ismayil diyar kir ku Encûmena Niştimanî careke tekizî li ser helwesta xweya berê derbarê Rêveberiya Xweser kir ku ew vê Rêveberiyê nas nakin û pêgirî biryarên wê nabin, lewra ewê di kar û çalakiyên xwe de bêyî ruxset berdewam bin û hemû şêweyên xebata aştiyane ya demokratîk li hember biryanên ku di derheqê wan de bên standin, mîna xwepêşandan, girev û protestokirina aştiyane bikar bînin. + +Derbarê rewşa ENKSÊ di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê de, endamê sekretariyeta giştî da zanîn ku civînê nûnerên ENKSê raspartine ku têbîn û pêşinyarên Encûmenê derbarê xurtikirina rol û pêgehê ENKSê di nava Hevpeymaniyê de pêşkêşî Hevpeymaniyê bikin û cîbicîkirina wan bişopînin. + +Derbarê koçberên Şingal û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê, Ismayil diyar kir ku wan ji hemû komîteyên xwecihî yên ENKSê xwestiye ku bi hemû karînên xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bikin. + +Ji aliyê Xelîl Reşîd + +Qoştepe (Rûdaw)- Êrîşên ku çekdarên DAÎŞê li ser çend navçeyên Başûrê Kurdistanê kirine, wek ku penaber dibêjin, ti bandoreke wiha li ser jiyana li nav kampa Qoştepe nekiriye. Ew dibêjin, ti penaberek ji kampê venegeriya Rojavayê Kurdistanê û di heman demê de tekez dikin ku ew amade ne bergiriyê li Başûrê Kurdistanê bikin. +Keçeke penaber li vê kampê, diyar dike ku tevî wan êrîşan, lê jiyana wan wek berê normal û arame û dibêje, tiştê were serê Kurdên Başûrê Kurdistanê bila were serê penaberan jî, ji ber bi gotina wê, êşa wan yeke. +Penaberên Kampa Qoştepe bi hêvîne ev êrîşên ku DAÎŞ li ser rojava û Başûrê Kurdistanê dike, bibe sedema yekrêziya wan û partiyên siyasî li van herdu perçeyên Kurdistanê li hev werin, daku car din ew û malbatên xwe li hev kom bibin. + +Dema ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê destpêkirin, piraniya kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, alîkarî ji bo koçber û derbderan kom kirin û di heman demê de amadehiya xwe nîşandan ji bo ku li kêleka hêzên pêşmerge şerê çekdarên DAÎŞê bikin. + + + Kobanî (Rûdaw)- Encûmena Ysadananê ya Rêveberiya Demkî li Kantona Kobanî, yasaya dayîna mohletê bo partiyên siyasî erê kir. + +Ew yasaya ku encûmena navborî erê kiriye dê di 14 tebaxê de têkeve qonaxacîbicîkirinê, û li gorî wê yasayê, wê karê partiyên bêy mohlet wererawestandin. + +Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) jî liherêma Kobanî vê yasaya han bi yasaye ";Nerewa"; didin zanîn, herwiha dibêjin ku ew dê bibe sedema kûrbûna nakokiyên di navbera her du aliyan de. + +Herwiha partiyên ENKSê tekez dikin ku, çawa wan di dema rejîma Sûriyê de mohleta kar nexwestin, niha jî di nava miletê xwe de ew mohletê ji ti aliyî wernagirin. + +Rêveberiyên xweseriya demokratît ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ku li her yek li Cezîrê, Kobanî û Efrînê desthilat di dest wan de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihan ku li bakurê Şingalêbi balafireke bêbalafirvan tîmeke topavêj aDewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji nav biriye. +Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) diyar kir ku îro saet 07.55 li gorî saetaWashingtonê, (li gorî saeta Herama Kurdistanê 17.55) bi balafireke bêbalafirvan çepereke DAIŞê ya ku topavêj tê de diman, daye ber bombeyan û ji nav biriye. +Hat diyarkirin ku DAIŞê bi wan topavêjan hêzên kurdî yên Başûrê Kurdistanê dida ber topan. +Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên kurdî yên rastî êrşên DAIŞê tên wan kurdên êzîdî yên ku dixwazin li ser çiyayê Şingalê dakevin û rizgar bibin, diparêzin. +Hat gotin, balafira ku di bombebaranê de hatiye bikaranîn piştî bidawîhatina erka xwe bi awayekî ewle herêm terikandiye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serokomarê Îraqê yê berê Celal Talebanî duh bi riya telefonê, bi namzedê serokomariyê û hevserokê HDPê Salahedîn Demçrtaş re axivî, û ew li ser pêşketinên ku di hilbijartina serokomariyê bi dest xistiye pîroz kir. + +rojnameya Ozgur Gundem ku nîzîkî PKKê ye diyar kir ku, Talebanî ji Demîrtaş re gotibû ku, cara yekeme ku ew wek namzedekî serokomariyê ji aliyê gelê kurd ve ketiye hilbijartinê, û ne tenê li Kurdistanê lê belê li hemû Tirkiyê pêşketinek bidest xistiye. + +Talebanî diyar kiriye ku, ew pêşketinê ku Demîrtaş di hilbijartinê de bi dest xistiye, wê bandoreke erênî û baş li ser pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê bike. + +Hat ragihandin jî ku, Salahedîn Demîrtaş serokê YNKê spas kiriye û soz daye wî ku ewê di demek nîzîk de serdana Başûrê Kurdistanê û serdana Celal Talebanî bike. + +Wek tê zanîn namzedê HDPê Demîrtaş, li gor rêjeya dengên ku HDPê di hilbijartina şaredariya 30 adarê de bi dest xistiye, ji sedî 55 rêjeya dengan li kurdistanê û Tirkiyê zêde kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê desteya cîbicîkar ya kantona Cizîrê Hisên Ezam ragihand ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi cî bûne. +Hisên Ezam di kongreyeke rojanmevaniyê de ku duh, 12ê tebaxê, li nav kampê hat lidarxistin, aşkere kir ku nêzîkî 50 hezar koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê hene, ji wan zêdetirî 12 hezaran li kampa Newrozin. +Ezam diyar kir ku xelk û rêveberiya herêma Cizîrê alîkariya koçberên Şingalê dikin, herwiha Komîsyona Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, nêzîkî 1500 pakêtên xwarinê û 96 çadir li kampa Newrozê belav kirine. +Hisên Ezam bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Şingalê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon gihişte Hewlêrê bi mebesta agehdarî li rewşa koçberên mesîhî. + +Cardinal Fernando Filon bi nûneratiya Papayê Vatikanê, Pope Francis vê serdanê encam dide da ji nêzîk ve agehdarî rewşa wan koçberên mesîhî bibe yên ku ji ber şerê DAIŞê ji Mûsil û derdora wê revîne û li Herêma Kurdistanê bi cih bûne. + +Cardinal Fernando Filon ji aliyê parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û hejmarek ji oldarên mesîhî, li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin. + +Kobanî (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê navçe û gundên li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û li herêma Girê Spî jî, şer di navbera YPG û DAIŞê de derket. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand, di herdu rojên borî de çekdarên DAIŞê gundên Degirman, Boraz û Tepa Zagros bi hawin û çekên giran, topbaran kirin û di encamê de ziyaniyên madî gihiştine mal û milkên xelkê. +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî got, ku duh, şer û pevçûn di navbera hêzên YPG û çekdarên DAIŞê de li gundên Bîrguno, Ehmediyê, Carixlê û Selîp Qiran yên Girê Spî derketin, lê encamên wî şerî heta niha nediyarin. +Li aliyê din û bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encama qezayeke leşkerî de li rojhilatê Kobanî, 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest û cenazeyên wan duh li goristana Şehîd Dicle li gundê Termik li nêzîkî bajarê Kobanî hatin binax kirin. + +Întro: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di civîna meclîsa xwe de biryar girt ku navê Qada Deriyê Çiyê ku Şêx Seîd û hevalên xwe li wir hatibû darvekirin bigûherîne û navê Şêx Seîd lê bike. Birayara şaredariyê ji aliyê endamên meclîsê ve bi yek dengî hat qebûl kirin. +VT: Yek ji wan serokên ji Tevgera 1925 a Netewî a Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên xwe li Qada Deriyê Çiyê a Amedê di sala 1925'an de hatibû darvekirin. Ev bûyer li ser neteweya kurd bandoreke mezin çêkirbû û Qada Deriyê Çiyê jî piştî vê bûyerê ji aliyê kurdan ve wekî Qada Şêx Seîd dihat binavkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di civîna meclîsa xwe de navê qadê gûhert û navê Şêx Seîd li qadê kir. Biryara şaredariyê ji aliyê neviyê Şêx Seîd ku di heman demê de Endamê Meclîsa Şaredariyê ya koma AK-Partiyê ye bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. +Soundby: +Muhammed Dara Akar-Neviyê Şêx Seîd- +¤WA0 4888 4864 +Endamê Meclîsa Şaredariyê ya AK-Partiyê: +''Em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên birûmet bi vê biryarê careke din tînin bîra xwe. Ev biryara şaredariyê ji bo me serfirazî ye. Em ji şaredariyê re spas dikin.'' +Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî anî ziman ku biryara meclîsa şaredariyê xwedî wateyeke dîrokî ye û spasiyên xwe ji meclîsê re pêşkêş kir. +Soundby: Gultan Kişanak-Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê:¤WA2 4856 5072 +''Bi Dagehên Istiqlalê hiqûk û mafê mirovan hat binpê kirin. Me îro ji bo rastkirina xeletiyeke mezin gaveke girîng avêt. Êdî ew qada ku Şêx Seîd û hevalên xwe hatibû darvekirin dê bi navê Şêx Seîd were bibîranin.'' +94 Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hene û biryara guhertina navê Qada Deriyê Çiyê bi yekdengî hat qebûl kirin. +Stand Up: + + +هند ژ كوردێن ئێزدی هەشت روژ ل چیایێ شنگالێ بوراندن پشتی ڤەگەریانا وان هەر یەك ب ئاوایەكی ژیارا خوە یا وان 8 روژێن ب سەختی بوراندنی بەحس دكەن سەرەرای كو زوربەیا وان ئاگەه ژ تشتەكێ نەبوو یێن دەردەورێ وان رویدەن لێ سوپاسیا حكومەتا باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا دكەن . +لێدوان\پەنابەر +رەنگە زوربەیا وان خێزانان باوەری نەبوو ئێدی ژ وێ كارەساتێ رزگار ببن و ژیار ل بەر وان ببوو خەون كو ئێدی دێ مرنا خوە بینن لێ پشتی ئالیكاریێن بۆ هاتینە كرن ئەو خوزیارن هەموو ئەو كەسێن د چیای دا ماین بهێن رزگار كرن . +لێدوان\زەلامەك +كەسێن كو نە دچیای ژی دا بەلكو چاڤەرێ خێزان و كەس و كارێن خوە دكەن ل پرا پێشابورێ ئالیكاریا حكومەتا باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا بۆ كوردێن ئێزدی ب كارەك مروڤایەتی ل قەلەم ددەن . +لێدوان\زەلامەك +د ماوێ 4 روژا دا فروكێن جەنگی یێن باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا ل هنداڤی چیایێ شنگالێ هەولا رزگاركرنا كوردێن ئیزدی ددا ئەو یەكە ژی بوویە جهێ سوپاسیێ ل جەم كوردێن ئێزدی . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNK ya ku serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû li bajarê Serê Kaniyê ligel berpirs û rayedarên Yekîneyên Parastina Gel YPGê civiyan. +Çavkaniyeke xwecihî taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda bi serokatiya endamê serkirdayetî û berpirsê malbenda YNKê li Mûsil Helo Penciwînê û endamtiya hinek berpirsên siyasî û ewlekariyê, nîvroja îro, çarşemê, ji bajarê Serê Kaniyê derketin û ber bi bajarê Dirbêsiyê ve birê ketin. +Derbarê hevdîtinên şanda YNK li Serê Kaniyê de , serokê Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li Serê Kaniyê Xalid Hecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, şanda ku hatibû Serê Kaniyê ti hevdîtin ligel Encûmena Niştimanî ya Kurd nekirine. +Şahidhalekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kiribû ku efserên ser bi Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNKê, roja duşema borî bi otomobîlên xwe yên taybet û tevî nîşan û pileyên xwe yên leşkerî li nava bajarê Qamişlo hatibûn dîtin. +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Yekîtiya Niştimanî YNKê bi qaçaxî, ango ne di deriyê Sêmalka yê fermî re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. +Amed (Rûdaw)- Miftîgehê, destûr da navê Mizgefta Şex Seîd Efendî ya li navçeya Baglarê ya Amedê hatî avakirin +Avahiya Mizgefta Şêx Seîd Efendî ya ji beriya 3 sala li navçeya Baglarê destpêkirî di heyvên borî de hat temamkirin. Komeleya mizgeft ava kirî, serlêdana Miftîgeha Amedê kir û xwestin melayek ji mizgeftê re bê şandin. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Diyanetê sibata bori de melayek bo mizgeftê şand. + +Miftiyê Amedê Nîmetullah Erdogmuş ji Rûdawê re ragihand ku dê navên; Bedîûzeman, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî li mizgeftên Amedê tên çêkirin, bê dayîn. + +Erdogmuş diyar kir ku ji ber ku navê Şêx Seîd li mizgeftekê hatiye kirin, ew keyfxweş e. + +Duhî navê Qada Dagkapi ya ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatin darvekirin, ji aliye Encumena Şaredariya Mezin ya Amedê ve hat guhartin û bû Qada Şex Seîd. + +Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê destpêkir. Di demekî kurt de li bajarên Çewlîk û Elezîzê belav bû û di encamê de Şêx Seîd û 46 hevalên wî di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin darvekirin. + +Cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arşîva dewletê de nehatiye vekirin, nayê zanîn. + +Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şêx Seîd ";serhildanek olî"; bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber mafê kurdan derket. Çimkî komara nû avabûyî, mafên kurdan înkar dikir + +Enqere (Rûdaw)- Li bajarê Zaxo, ji bo êzidiyen ji Şingale ji ber şerê DAIŞê reviyayî kampek dê werê avakirin. + +Li gorî nûçeya AAyê Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê Tirkiyeyê (AFAD) ji bo bêmalên Başûrê Kurdistanê bingehê kampekê çêdike. Dê di kampê de 16 hezar kes cih bibe. + +Ev bêmalan, ji ber êrişênrêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) rêviyabûn. + +AFADê diyar kir ku 200 hezar kes rêviyane bajarê Dîhokê û Rojava ya Kurdîstanê. + +Tê texminkirin hejmara êzîdiyên ku çûne Rojava 30-40 hezar kes in û li Dihokê ji nêzikî 100 hezar kesên ji wan hene. Ji aliye din jî hat ragihandin ku 2 hezar kesên êzîdî derbasî Tirkiyeyê bûne. + +Êzîdiyên Tirkiyeyê dijîn dixwazin ew êzîdiyên yên ku ji cihên xwe bi neçarî hatin koçberkirin ji ber asîmîle nebin li gel wan bijîn. + +Piraniya êzidiyan li Iraqê dijîn. Lê gelekî wan koçe Tirkiyeyê, Firansayê, Almanyayê û Belçikayê kirine. + +Êzidiyên Tirkiyeyê li bajarê Amedê, Riha, Elihê û Mêrdînê dijîn. + +Êzîdiyen gundên Wêranşarê yên ku ji beriya niha bo çand û baweriya xwe ya olî biparêzin, encûmenek çêkirine. + +Hevserokê Encûmana Êzîdiyan a Wêranşarê Hikmet Yuksel got, ";Em naxwazin merivên me ji me dûr bikevin çimkî dikarin bikevin zehmetiya çand û baweriya xwe ya olî de. Merivên me ber ku asîmîle nebin, bila li gel me bijîn."; + +Enqere (Rûdaw)- Êrişên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) taybetî li Şingalê dijî êzidiyan, li Tirkiyeyê tên protestokirin. Serokên rêxistinên sendika û yên hokariyan sibê dê biçin Silopiyê. +Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Giştî de (KESK) hat ragihandin ku hezaran kes ku ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê reviyane. Daxûyaniyê de hat gotin ew taybetî êzidîne û halekî xirab de ne. +Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyar kirin ku serok û rêvebirên KESKê, Konfederasyona Sendikaya Karkerên Şoreşger, Yekitiya Odeyên Muhendisên Avahîsaz yên Tirk û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dê biçin Silopiyê. +Nûnerên di şandê de, wê li ser rewşa penaberan çavderiyê bikin û pêşniyarên çareseriyê wek raporekê ragihînin. +Li gorî daxuyaniyê li Silopiyê civîneke çapemeniyê jî dê saz bibe. + +Şingal-Dûgirê (Rûdaw)- Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li devera Dûgirê ya girêdayî nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ji nêzîk de şer û çepera hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê şopand û bi wan re hevpeyvîn kir. + +Helbet cara ewil e kameraya televîzyonekê dice devera Dûgirê ya girêdayî Sinûnê li Şingalê ji ber ku li wê derê di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de tenê kîlometrek (bi piyan derdora 10 deqe) heye. + +Ji aliyekî din, ew devera ku hêzên Pêşmerge girtiye deriyekî stratejîk e ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, ji ber ku yên ku li ser çiyê tên xwar ji wir re derbasî Rojava dibin û ji deriyê Sêmalka re dîsa derbasî aliyê Başûr dibin… + +Fermandeyê eniya Dûgirê Seîd Kêsteyî jî ji Rûdawê re got, ew tenê kîlometrekê dûrî Sinûnê ne lê vê gavê naxwazin herin nav Sinûnê çimkî erka wan niha tenê vekirin û parastina rêya rizgarkirina kesên ku li ser çiyayê Şingalê asê mane, ye. + +Washington (Rûdaw)- Şeva borî bi dema Hewlêrê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwarin ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin. + +Li gor çavkaniyeke hikûmeta Amerîka li Washingtonê, gefê gerîleyên PKK, ew hewla hêzên taybet ên artêşa Amerîka têkbirin, bo derxistina devera Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê. Ji ber ku Amerîka bi ti awayekî neamade ye ku hemahengiyê ligel PKK bike, ji ber ku heta niha navê PKK di nav lîsteya terorê ya Amerîka de ye. + +li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge li devera Şingalê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PKK ye li Rojavayê Kurdistanê, niha li Çiyayê Şingalê navendeke perwerde kirinê vekiriye bo endamên Tevgera Çaksazî ya Ezdî, ku ew tevger dibîne êzdî ne kurdin û neteweyek cûda ne, herwiha di hemû hilbijartinên devera Şingalê de, hevrikiya listeyên hevbeş ên Kurdî kiriye, herwiha dijatî di navbera gelek endamên wê tevgerê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de heye. + +Li gor daxuyaiya wî fermandeyê Pêşmerge, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzke ji Pêşmerge piştî 3 rojan, wate roja 6ê tebaxê, rêyeke rizgar bûnê bo 10an hezar kurdên êzdî vekir, ku ji bo xweparastinê çûbûn Çiyayê Şingalê û li wê de asê mabûn. + +Ew rê, ji Çiyayê Şingalê dest pê dike û di bajarokê Sinûn ê ser bi qeza Şingalê ve derbas dibe bo Rojavayê Kurdistanê. Li wê de jî kurdên derbedr ên êzdî carek din di deriyê Sêmalka ve derbarî qeza Zaxo li Başûrê Kurdistanê dibin. + +Piştî vekirina wê rêyê ji aliyê Pêşmerge ve, ku Pêşmerge bi hemahengî ligel YPG çûbû devera Şingalê û beşek ji wan bi helikopter li deverê daketibûn. Gerîleyên PKK û YPG, piştî ku Hêzên Pêşmerge ew rê vekirin, çûn ser Çiyayê Şingalê. Niha ew dixwazin baweriyê bi xelkê deverê bînin ku wan xelkê devera Şingalê parastine û Pêşmerge ew neparastine û naparêze jî. Herwiha çend carekê jî ajans û televîzyonên ser bi PKK ve, di her du rojên yekem ên girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, belav kirin ku wan bajarê Şingalê ji dest DAIŞê derxistine, lê ew bajar hê di bin destê DAIŞê de ye. + +Kurdên êzdî di derbedriyê de di rewşek gelek xirab de dijîn, heta niha zêdetirî 115 hezar bi rêya deriyê Sêmalka re gihiştine parêzgeha Dihokê. Ew dixwazin rojekê zûtir vegerin gund û bajarokên xwe. + +Şeva borî, ajansên nûçeyan ên cîhanî belav kirin ku, artêşa Amerîka li ser Çiyayê Şingalê daketibû da êrîşî çekdarên DAIŞ li Şingalê bikin, lê li gor zaniyariyên piştrast ên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji çavkaniyên agehdar ên hikûmeta Amerîka û çavkaniyên Kurdî, ew êrîşa ku amadekarî bo dihat kirin û navendên medyayî li Amerîka jî xwe bo wê amade dikirin, li ser Çiyayê Şingalê hat tekbirin, bi sedema gef û astengiyên gerîleyên PKK û YPG. + +Amerîka û welatên rojava, piştî êrîşa DAIŞ li ser Şingalê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, ragihandin ku ew alîkariya Pêşmerge dikin, bo bergirîkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Lê PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê siyasî yê PKK li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêjn ku divê ew piştgirî li her sê kantonên wan jî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Ew her 3 kanton heta niha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya (ENKS), ku mezintirîn eniya siyasî ye li derveyî PYD, êtîraf bi wan nekiriye. + +Kantona Cezîrê di 10ê tebaxê daxuyaniyek belav kir ku tê de rexne li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve kirin ku re piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê dikin, lê piştgiriya kantonên wan li dijî DAIŞê nakin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ev 3 rojin çekdarên DAIŞê navçeyên li derdora bajarokê Girê Spî li rojhilatê herêma Kobanî, bi çekên giran bombebaran dike û 3 sivîlên Kurd birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku bombebaran gundên wek Kopirlig, Bîr Guno, Qurfilê û Selîp Qiran yên girêdayî Girê Spî duh jî berdewam bû. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encama wê bombebaranê de, jibilî ziyanên madî, 3 kurdên sivîl birîndar bûne ku yek ji wan jine. +Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, topek li mala berpirsê têkiliyên derve di rêveberiya demkî de li kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo ketiye. +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî herwiha got ku DAIŞê derdora 6 heta 8 tankan li gundê Til Xedir bicîkirine û çekên xwe yên giran li navçeyên herêma Girê Spî bicih dike. + +Şingal (Rûdaw)- Keçên Kurdên Êzdî piştî ku rastî destdirêjiyê tên, xwe li nav Çiyayê Şingalê dikujin. Koçberekî Kurdê Êzdî li binara Çiyayê Şingalê dema ku dadiket xwarê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve dihat, ew bûyer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vegot. + +Ew koçberên Kurdên Êzdî, dibêjin ti carekî wek vê carê nedîtine Kurdên Êzdî bi vî awayî bên kuştin. + +Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ev 10 rojin rê ji bo koçberên Kurdên Êzdî li çiyayê Şingalê vekirine û her wek di dîmenan de diyar dibe, pêşmerge wê rêyê diparêzin heta ku digihine Rojavayê Kurdistanê. Gelek pêşmerge ligel çekên xwe zaroka hembêz dikin û hinek jî alîkariya dayik û bavên tînî û birçî dikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Hêvîdar Ehmed û kameramanê hevkarê wî, ji bo cara yekê, wêneya wan koçberan kişandin ku ji çiyayê Şingalê dadkevin ku tam wek koçberya sala 1991ê ye, dema ku xelkê Başûrê Kurdistanê ber bi sînorên Tirkiyê û Îranê koç kirin. + +Xurmatû (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li gundê Îngîce yê ser bi qeza Xurmatû ve 5 çekdarên DAIŞê girtin. + +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, roja îro 14ê tebaxê, li gundê Îngîce li sînorê qeza Xurmatû, 5 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin. + +Çavkaniyê diyar kiribûn ku ew her 5 çekdarên DAIŞê derbasî sînorê Pêşmerge bibûn û çûbûn nav kargeha çîmento li nêzî gund, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdisatnê, Osman Ocalan ragihand ku, ne fermande û nejî leşkerên Kurd xwe ji êrîşên DAIŞê re amade nekiribûn, ev yek bû sedem ku hin cih an vala kin. Hevdem dibîne ku ";PKK dixwaze kantona 4em li Şingalê ava bike."; + +Osman Ocalan di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, amaje bi beşdariya PKK di şerê azadkirina Mexmûrê de dike û dibêje: ";Wek hêzek ku were li dijî DAIŞê şer bike cihê spasiyê ye, çi YPG be yan jî HPG, lê pêwîste ew beşdarî kirin bo armancên neteweyî be ne bo armancên partîtî yên tesk be."; + +Bi nêrîna Osman Ocalan, piştî çêbûna valaiyekê li wê navçeyê, YPG dixwaze destkefteke mezin ji xwe re bidest bixe û xwe li hinek navçeyên Kurdistanê bi cih bike."; Li gor gotinên wî ";Ev jî nêrînek neraste, PKK dixwaze kantona çarem li Şingalê drûst bike."; + +Herwiha navborî got: ";PKK di danûstandinên xwe de ligel Tirkiyê dibêje, ez dewletê naxwazim, lê ji hemû hêzekê zêdeti PKK hêz û desthilatê dixwaze, eger derfet jê re vebe dê dewleta herî bihêz ji xwe re ava bike."; + +Osman Ocalan balê dikşîne ser pêvajoua aştiyê û dibêje: ";Bi sedme ku pêvajoya aştiyê gihştiye wê yek ku divê PKK çekên xwe dane, dixwaze cihekî ji xwe û çekdarên xwe re peyda bike û li wê de wan biparêze, bi nêrîna wan jê dibe ku ew cihê Şingal be."; + +Navborî amaje kir ku, di nava PKK du pask henek ";Baskê tesk ê leşkerî, ligel baskê netweyî ku ê birêz Apo û Murad Qereylan e, lewma Apo pêdagirî li ser gorêdana kongreyê neteweyî dike, daxwaza wî jî di cihê xwe de ye."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) ji wan kurdên êzîdî yên ku ji ber êrişên DAIŞê ji devera Şingalê reviyane parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê, kampan çêdike. + +Saziya AFADê ku girêdayî Serokwezîriya Tirkiyeyê ye, li devera Şariya ya Dihokê dest bi çêkirina kampekê ji kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, kir. + +Li gorî AAyê, AFAD kampeke din jî li devera Bêsîva ya bajarokê Zaxoyê yê girêdayî parêzgeha Dihokê çêdike. + +Li gorî nûçeyê, di her kampekê de 10 hezar kes dê bên bicîhkirin. + +Li gorî agahiyên ku rayedarên AFADê dane, ew kamp dê ji çadiran bên avakirin û dê li gorî mercên zivistanê jî bên hazirkirin. + +DAIŞê roja 3ê Tebaxa îsal bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ku girêdayî Mûsilê ye, girtibû ji ber wê jî bi hezaran kurdên êzîdî yên wê deverê neçar mabûn ji wir birevin û berê xwe bidin çiyayê Şingalê û deverên din ên Herêma Kurdistanê. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê tenê ji Rojava û Başûrê welatê me re xeterê çênakin ji ber ku Rojhilatê Kurdistanê jî hêdî hêdî dikeve ber pêlên vê belayê. + +Li gorî ajans û malperên Rojhilatê Kurdistanê, çend rojan beriya niha li bajarê Bane yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdisanê, hinek xort bi motorsîkletan dixwestin rewşa bajêr aloz bikin û li gorî agahiyan bi siloganan pişta DAIŞê digirtin. + +Li gorî ajansa KurdPayê, wan xortan kincên sosret ên mîna çekdarên DAIŞê li ber kiribûn û bi siloganan alîgiriya DAIŞê dikirin. + +Li gorî nûçeyê, piştî ku wan xortan xwepêşandana xwe kirin û ji hev belav bûn hêzên ewlehiyê çûn cihê xwepêşandanê lê ti kes ji ber vê bûyerê nehat girtin. + +Tê gotin, çend roj berê li taxa Aviyer li bajarê Sine jî hinek kesan bi navê DAIŞê gef li xelkê xwarine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin dîsa dest bi şerê çekdarî bikin. Pêşmergeyên hinek ji partiyên rojhilatî niha li eniyên şerê li dijî DAIŞê li Başûr in û alîkariya hêzên Pêşmerge yên Başûr dikin. Hinek ji wan jî amadebûna xwe nîşan dane lê heta niha neçûne eniyên şer. + +Piştî ku çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê êrişî hinek deverên Başûrê Kurdistanê kirin 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku bingeh û navendên wan li Başûrê Kurdistanê ne, amadebûna xwe nîşan da ku li dijî DAIŞê şer bikin. + +Ji wan 5 partiyan 3 partiyan hêzên xwe şandin eniyên şer: Partiya Demokrat a Kurdistana Îran (PDKÎ), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) û Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê (SXKÎ). + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yek ji baskên Komeleyê jî amadebûna xwe nîşan dan ku tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin. + +Nêzîkî 10 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene ku hemû jî li Başûrê Kurdistanê ne lê ji ber guvaşên rêjîma Îranê şerê çekdarî li dijî rêjîmê dane sekinandin. Niha dîsa dest bi xebata çekdarî kirine lê vê carê li dijî DAIŞê nek li dijî Îranê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKÎ roja 7ê Tebaxa îsal derdora 250 pêşmergeyên xwe sand yek ji eniyên şerê li dijî DAIŞê. + +Fermandeyê wê hêza PDKÎ Rostem Cehangîrî ji malpera fermî ya partiya xwe re gotibû, hêzên wan karîn li devera Guwêr-Mexmûrê hinek gundan ji destê DAIŞê derbixin û çend çekdaran jî dîl bigirin. + +Rostem Cehangîrî her wiha ragihandibû, ew li ser daxwaza fermî ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê çûne şer û li ser daxwaza wan jî hêzên xwe paşve kişandine. + +Dihat gotin ku ji ber guvaşa Îranê hêzên PDKÎ ji eniyên şerê li dijî DAIŞê vekişiyane lê Cehangîrî diyar kiribû ku ti belgeyek ku nîşan bide ev tişt rast e, tine lê ew tenê li ser daxwaza Herêma Kurdistanê hêzên xwe vekişandine. + +Partiya Azadî ya Kurdistanê yekemîn partiya rojhilatî bû ku hêzên xwe sand eniyên şer. Wê partiyê roja 6ê Tebaxa îsal komek pêşmergeyên xwe şand nêzîkî çiyayê Şingalê da ku li wir alîkariya pêşmergeyên Başûr bikin. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî û amadebûna xwe ji bo alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da û ragihand, Başûrê Kurdistanê destkeftek mezin ê kurdan e lewma ew amade ne her cure alîkariyekê bidin hikûmetê. + +Jibilî partiyên siyasî, xelkê sivîl li Rojhilatê Kurdistanê jî bi komkirina alîkariyan ji gelên Şingal û Kobanê re piştgiriya xwe bo kurdên Rojava û Başûr di şerê li dijî DAIŞê de anîn ziman. + + +Qamişlo (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ragihand, ew alîkariya kurdên êzîdî yên ji çiyayê Şingalê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne dikin û wan derbarî aliyê Başûrê Kurdistanê dikin. + +Berpirsekî PDK-Sê ji Rûdawê re got, ew li Rojavayê Kurdistanê xwarin û otomobîlan ji kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê her wiha li ser çiyayê Şingalê reviyane Rojavayê Kurdistanê, dabîn dikin. + +Ji aliyekî din, Yekitiya Xwendekaran a PDK-Sê jî alîkariya penaberên Şingalê dike. + +Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr jî alîkarî ji kurdên êzîdî re tê komkirin. + +Tê zanîn, piştî ku DAIŞê devera Şingalê girt gellek ji kurdên êzîdî yên wê deverê reviyan Rojavayê Kurdistanê her wiha ew kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mabûn, piştî ku tên rizgarkirin derbasî Rojavayê Kurdistanê û ji wir jî dîsa derbasî Başûr dibin. + +Operasyonên rizgarkirinê heta niha jî didomin. + +Haber Merkezi- Irak - Şam İslam Devleti (IŞİD) örgütü, Rojava ve Güney Kürdistan'dan sonra Doğu Kürdistan’da da (İran Kürdistanı) görülmeye başlandı. +Doğu Kürdistan’ın Sine’ye bağlı Bane nahiyesinde kargaşa çıkarmaya çalışan motosikletli bir grubun, IŞİD lehine sloganlar attığı bildirildi. + +KurdPa adlı haber sitesine göre, IŞİD mensubu kıyafetleri giyen motosikletli kişiler, halkı tehdit etti. +Habere göre, güvenlik güçleri olay yerine gelmesine rağmen, gözaltına alınan olmadı. +Haberde, daha önce de Sine kentinin Aviyer Mahallesi'nde bazı kişler IŞİD örgütü adına halkı tehdit etmişti. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêza bi navê ";Hêzên Parastina Şingalê"; ku ji gerîlayên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pêk tên û vê dawiyê ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, ragihand ku wan li ser çiyayê Şingalê ti astengiyek ji hêzên Pêşmerge û Amerîkayê re dernexistine tenê ";ji bo di navbera gelê Şingalê û pêşmergeyan de alozî dernekeve ketine navbeyinê";. + +Rûdawê îro raporek li ser bûyerên duh bi şev ên li ser çiyayê Şingalê di navbera gerîlayên PKK-YPGê û hêzên Pêşmerge û Amerîkayê de derketibû, belav kir. + +Di rapora Rûdawê de hatibû eşkerekirin ku hêzên PKK-YPGê pilana êrişa hêzên Pêşmerge û Amerîkayê li dijî çekdarên DAIŞê li devera Şingalê asteng kirine. + +Piştî vê yekê, Hêzên Parastina Şingalê ku ji gerîlayên PKK, YPG û YBŞê pêk tên di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Rûdawê da û ragihand, hêzên Pêşmerge hatin ser çiyê lê gelê Şingalê ";nedixwestin wan bibînin"; lewma ji bo ku di navbera wan de alozî dernekeve gerîlayan navbeyinkarî kiriye û rewş aram kirine. + +Di beşek din a daxuaniyê de jî hat gotin ku çiyayê Şingalê di bin ewlekariya hêzên HPG, YPG, YBŞê de ye, yên dixwazin alîkariyê bikin bila di binê vê ewlehiyê de alîkariyan bigihînin gelê Şingalê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew rayedarên ku di bûyera Şingalê de xemsarî kiribûn ji kar hatin dûrxistin. Barzanî da zanîn, lêjneyek ji bo lêkolînkirina bûyerên Şingalê hatiye pêkanîn. + +Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê hêzên parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev li ser rewşa Şingalê û bûyerên ku li wir çêbûne, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. + +Mesûd Barzanî di daxuyaniyê de diyar kir ku Kurdistanê bi awayekî wêrek li hember êrişên dirrindane yên terorîstan parastina xwe dike û civaka navdewletî û welatên dost jî piştgirî û alîkarî dikin. + +Barzanî her wiha got ku bi hêviya Xwedê û îradeya gelê kurd û hêzên Pêşmerge dê terorîstan jinav bibin û tola şehîd û awareyên Şingalê û trajediya ku bi ser gelê wê deverê de hatiye dê bê standin. + +Fermandeyê giştî yê hêzên parastina Herêma Kurdistanê her wiha spasiya hêzên Pêşmerge ku rêyek ji bona rizgarkirina kurdên êzîdî li ser çiyayê Şingalê vekirin her wiha spasiya Amerîka û welatên dost kir ku alîkariya Kurdistanê kirin ji bona rizgarkirina gelê Şingalê. + +Mesûd Barzanî eşkere kir ku ew berpirs û rayedarên siyasî, serbazî û ewlehiyê yên ku di parastina devera Şingalê de xemsarî kiribûn ji kar hatine dûrxistin û got, lêjneyek jî ji bo lêkolînkirina vê rewşê hatiye pêkanîn. + +Barzanî anî ziman, ew berpirs û rayedar diviya li wê derê bimana û canê xwe fîda bikira û Şingal bernedana û wiha got: ";Wan soz dabûn min li wir bimînin û li kêleka wan pêşmergeyên ku mîna şêran şer kirin û man, şer bikirana."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk, TEV-DEMê, Aldar Xelîl aşkere kir ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) soz daye ku çadiran di rêya helîkopteran ji koçberên Şingalê yên ku li Rojavayê Kurdistanê dimînin, bişînin. +Aldar Xelîl destnîşan kir ku tevî derfetên kêm jî ew hewl didin hemû cureyên alîkariyan pêşkêşî koçberên Şingalê bikin. +Aldar Xelîl herwiha got ku wan têkilî bi Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mirovî re danîne ji bo alîkarîkirina koçberên Êzdî û Neteweyên Yekbûyî jî soz daye ku ji bo koçberên Şengalê bi riya helîkopteran çadiran bişînin Rojavayê Kurdistanê. +Bi gotina Aldar Xelîl, Netewên Yekbûyî 400 çadir ji bo Kampa Penaberan a Newroz şandine, lê rêveberiya deriyê sînor ya Pêşxabûr nehişt ew çadir derbasî Rojava bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku kudeta ango derbeya leşkerî ya 12 îlona 1980 li Tirkiyê pêk hat, bi 100an hezar siyastemedar, rojnamevan, mafnas û rewşenbîr li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin girtin, û hemû partiyên siyasî jî qedexebûn, û dehan hezar kes derketin derveyî Tirkiyê, lê para herî mezin ji wan êrîşan, gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dît. + +Partiya Karkerên kurdistanê PKKê ku di sala 1987an de nû hatibû damezrandin, ew jî weke partiyên Kurd ên din, hat qedexe kirin, û piraniya endamên wê yan hatin girtin yan jî derketin derveyî Tirkiyê, û kesên ku derketine derve piranî li Libnanê tev tevgerên Filistînî cih girtin, û têkiliyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re çê kirin. + +PKKê di kongireya xwe ya duemîn, ku 25 tebaxêli darxistibû, biryara destpêkirina şerê çekdarî li Bakurê kurdistanê stand, û ji ber wê dest bi amadekariyan kir, û grûpên lêkolîn, tevger û amadekariyê rêkirin Bakurê Kurdistanê. + +Partiya Karkerên Kurdistanê roja 15 tebaxê wek roja ragihandina şerê çekdarî diyar kir, lê ew roj li cem çepgir û şoreşgerên wê demê gelek bi wate bû, ji ber ku di roja 15 tebaxê serokê şoreşa Viyatnamê Hoşî Mine, serxwebûna welatê xwe di sala 1945an de ragihand û ew jî bû yekem serokomarê Viyatnamê, di heman rojê de jî şoreşa ku Mahatma Gandî birêve dibir, gihîşt armanca xwe ,û di 15 tebaxa 1947an de serxwebûna Hindistanê hat ragihandin, di heman demê de ew roj rojbûna Napilyon Ponapart û serokê leşkerî yê şoreşa Viyatnamê Fongwîn Ciyab, bû. + +Roja 15 tebaxa 1984an de Partiya PKKê di bin serokatiya leşkerî ya serfermanderê Hêza Rizgariya Kurdistanê HRKê Masûm Korkumaz nasnav Egîd êrîş bir ser du bargehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li navçeya Dihê ya bi ser bajarê Sêrtê û navçeya Şemzînana Colemêrgê li Bakûrê Kurdistanê, û çend leşker kuştin û hejmarek birîndar kirin. + +Dewleta Tirkiyê di destpêkê de ti girnîgî bi wan êrîşan neda, lê piştî ku hêzên HRKê êrîşî navendekî jandirmeyan li Sêrtê kir, û sê serbazên zêrevanî yên serokomarê Tirkiyê Kenan Evren têde hatin kuştin, û çend êrîşên din li navçeyê Gevera Colemêrg û Çelê de pêk hat, êdî dest bi operasyonên leşkerî kir, û şerê gerîla û artêşa Tirkiyê dest pê kir. + +Li gor hejmarên ku dewleta Tirkiyê derbarê kesên ku di şerê sî salî ya di navbera hêzên gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji 15 tebaxa 1984an heta agirbesta newroza 2013an de zêdetirî 45 hezar ji herdu aliyan jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha hijmara rastî yên kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye diyar kirin. + +Rêberê PKKê Abdula Ocalan ji girtîgeha xwe li girava Îmraliyê û di encama pêvajoyek di navbera wî û dewleta Tirkiyê de, roja 21 adarê Newroza 2013an li Amedê agir best ragihand, û rê li pêşiya pêvajoyeke siyasî aşitî û çareseriyê vekir, û li gor piraniya siyasetmedar û şirovekarên siyasî li Tirkiyê û Kurdistanê, ew roj roja bidawîbûna şerê çekdarîye li Bakurê Kurdistanê, û di wê rojê de şerê ku Masûm Korkumaz Egîd dest pêkir, bi dawî tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- berpirsê rêxistinê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Elî Îskan ragihand ku li kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, pêwîstiya 500 zarokî bi şîr heye. + +Elî Îskan taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku, li kampa Newroz a li Rojavayê Kurdistanê, ku koçberên Çiyayê Şingalê tê de dimînin, rewşa 500 zarokî xirabe û pêwîstiya wan bi şîr heye. + +Îskan da zanîn jî ku, tevî nebûna şîr, pêwîstiya wan zarokan bi derman û alîkariya pizîşkî heye. + +Herwiha hişiyarî ji wê yekê da ku, eger bi awayek bilez şîr negihe her 500 zarokên li kampê, dê jiyana wan têkeve metirsiyê de. + +Wî berpirsê UNICEF aşkere kir jî ku, li kampa Newroz nêzîk 12 hezar koçberên Şingalê dijîn û kêmbûnek berçav di hemû pêdiviyên wan de hene. + +Kampa Newroz dikeve bakurê bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Parastina Şingalê piştrast kirin ku wan amadekarî bo êrîşeke Hêzên Pêşmerge û efserên Amerîkî bi mebesta zadkirina devera Şingalê, têkbirin, ku duh Rûdawê ew nûçe belav kiribû. + +Şeva 13 li ser 14ê tebaxê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwaribûn ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin. + +Li gor mdeyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Şinaglê, di nivîsekê de ragihandin ku sedema têkbirina wê êrîşa bo azadkirina Şingalê ewe ku ";Xelkê Şingalê nerazîbûna xwe anîne ziman û nexwazin Pêşmerge li wê navçeyê bimînin."; + +Rêgirtin li vê êrîşa Pêşmerge û efserên amrîkî bo azad kirina Şingalê, di demekê de ye ku ji 3ê tebaxê ve ew qeza di bin kontrola çekdarên rêxistina DAIŞê de ye, li gor raportan, heta niha bi sedan kurdên êzdî li ser destê çekdarên rêxistina navborî li wê de kuştine, herwiha kurdên êzdî li her çar aliyên Kurdistanê û seranserê cîhanê daxwaz dikin ku dervera wan ji dest DAIŞê bê azad kirin. + +Hêzên Parastina Şingalê, ku piştî girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve ji gerîleyên PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tevî hejmarek ji xortên êzdî yên ser bi Tevgera Çaksazî ya Êzdî ve, pêk tê. Ew tevger jî xwe bi ser neteweya kurdin nasnakin û dibêjin ku ew ji netewek cuda ne. + +Li wê deverê jî, Hêzên Parastina Şingalê rê nadin ku ti alîkarê bêy wan bo xelkê Şingalê bên şandin, di vê barê de hêza navborî di nivîsa xwe de dibêje: ";Berî du rojan me daxuyanî dabû û me ragihandibû ku Çiyayê Şingalê di bin kontrola hêzên hevbeş de ye, her aliyek bixwaze alîkariyê bike, em dê bi hemahengî wê alîkariyê bighînin gelê xwe."; + +Li Rojavayê Kurdistanê jî, rêxistinên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê leşkerî yê PKK li Sûriyê ye, rêgirî li her hewlekê bo pêşkêş kirina alîkariyên mirovî bi koçberên Şingalê dikin, ên ku li Tirbespiyê, Girkê Legê û kampa Newroz li Dêrikê bi cih bûne. + +Li kampa Newrozê jî, duh 14ê tebaxê, berpirsê rêxistinaê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji Rûdawê re ragihand ku jiyana 500 zarokî ji koçberên Şingalê di metirsiyê de ye, ji ber nebûna şîr. + +Düsseldorf (Rûdaw)- Alîkariyên destpêkê ji welatê Almanya îro digihije Başûrê Kurdistanê. + +Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan ya almanî DPA, îro wê arîkariyên destpêkê ji Almanyayê bigihijin Kurdistanê. + +Herwiha DPA diyar kir ku ew alîkarî dê bi rêya 4 balafiran wê alîkariyên tendirustiyê û xwarin bê Hewlêrê. + +Şandina van alîkariyan piştî wê yekê tên ku duh, hikûmeta Almayayê diyar kiribû ku ewê li dijî êrişên DAIŞê li hemberî herêmên kurdî arîkariyê ji Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan re bişîne. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlementera Kurd li Bexdayê, Viyan Dexîl spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir li ser şopandin û romalkirina bûyerên Çiyayê Şingalê û got: ";We ti kêmasî nekir."; + +Viyan Dexîl ku li ser kota kurdên êzdî niha endama Parlementoya Iraqê ye, berî çend civînan di parlementoyê de bi girî bang li civaka navdewletî kir ku bi hawara kurdên êzdî ve herin, dîmenên giriyê wê di parlementoyê de li medyaya cîhanê deng veda. + +Dexîl di nav wê balafirê de bû ku hefteya borî bi rizgar kirina derbiderên li ser Çiyayê Şinaglê çûbû, lê bi sedema giraniya bar ew balafir hat xwarê, di vê barê de Viyan Dexîl ji Rûdawê re got: ";Rewşa min a tenduristî cîgîre, lê parsû û lingekî min şikestine, herwiha spasiya xelkê Kurdistanê kir ku telefona wê kirin û li rewşa wê pirsîn, herwiha red kir ku SErokê Amerîka Barack Obama telefon bo wê kiribe da li rewşa wê bipirse. + +Herwiha Dexîl balkişand li ser şopandin û romala Tora Medyayî ya Rûdawê ji bûyerên Şingalê re û spasiya Rûdawê kir û got: ";Birastî di wê karesata mirvî de yak u biser xelkê Şingalê de hatiye, we kêmasî nekir, rola we mezin bû di gihandina rewşa êdziyên ser Çiyayê Şingalê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kampa Basirme ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, agir ket du konên koçberan de û di encam de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor zanyariyên ku gihane Tora Medyayî ya Rûdawê ji Kampa Basirme ya penaberên rojavayê Kurdistanê, kurekî 2 mehî û keçeke 5 salî ji ber şewata konekî jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor pêwendiyeke telefonî ligel penberekî ji wê kampê, sedema vê bûyerê ew bû agir ji bapora xazê avête kon û eger sîtêra avê ne li wê derê ba dibû ku kamp di nav agirekî gurr de têk çûba. + +Metirsî ji vî agirî ewe ku yek metro tenê di nav konekî û yê din de heye didemekê de ku bingehên (qaîdeyên) nû ji bo konan amade ne lê hîn jî ew radestî penaberan nekirine. + +Kampa Basirme ser bi bajarokê Şeqlawe yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye û taybet bi koçberên Rojavayê Kurdistanê ye. + + +Dûbiz (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên amerîkî pêgehên çekdarên DAIŞê li gundên başûr-rojavayê bajarokê Dûbiz topbaran kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Dûbiz ragihand ku, îro, 15ê tebaxê, Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên amerîkî êrîşeke berferehî ezmanî û bejayî li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kirin û pêgehên DAIŞê li gundên Melhe, Betmel û Mahus bi tundî topbaran kirin. + +Êrîş zêdetir ji 3 demjimêran dirêj kir û tê de hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji hinek navçeyên başûrê-rojavayê Dûbz DAIŞ vekişiya. +Şingal (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê zilamên gundê Koçê yê girêdayî bajarokê Şingalê ku hemû kurdên êzîdî ne, komkuj kirin. + +DAIŞê mohlet dabû xelkê gundê Koçê yê Şingalê ku bibin misilman lê ji ber ku gundiyan ew yek qebûl nekiribû, hemû zilamên gund ji aliyê çekdaran ve hatin komkujkirin û jin û zarokên wan jî birin devera Tileferê ya Mûsilê. + +Berdevkê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Kerîm Silêman, ev bûyer ji Rûdawê re piştrast kir. + +Gundê Koçê li başûrê rojhilatê Şingalê ye û 20 kîlometran dûrî bajêr e. Nifûsa gund 1200 kes in. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Ji alîkariyên ku Şaredariya Dêrsîmê tên komkirin, ket ser rêya Şingalê. +Helmeta alîkariyan ku di bin serperiştiya Şaredariya Dêrsîmê de bi piştevaniya dêrsîmiyan û saziyên civaka sivîl ji 11ê Tebaxê vê hatiye destpêkirin, duh kamyoneke xorak û kelûpelên alîkariyê ber bi Şingalê ve bi rê ket. + +Alîkariyên ku bi hevkariya gelê Dêrsîmê di demeke kurt de li komyonê hatin barkirin, dê bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve derbasî Rojava bibe û ji wir jî ji bo Kurdên Êzdî dê bên veguhestin ku Kurdên Êzdî ji ber hovîtî û terora rêxistina fanatîk a bi navê DAIŞê penahende bûne, terkeser bûne û hinek jî li Çiyayê Şingalê asê mane. +Helmeta alîkariyê ya ku ji bo piştevaniya Kurdên Êzdî yên rastî komkujiyê tên, dê 30 rojan berdewam bike. Di vê demê de kengê xorak û kelûpelên alîkariyê gihîşt kamyonek dê ber bi Şingalê bi rê bikeve. + +Alîkariyên ku ji xorak û kelûpelên wekî av, ard, piskivît, qilç û paçên binê pitikan, pepe û mamayên zarokan, şîr, derman, cilûbergan pêk tên; dê di demeke kurt de bigihêje Kurdên Êzdî yên Şingalê ku mexdûrên hovîtî û terora DAIŞê ne. +Kesên ku dixwazin bibin piştgirê vê helmetê dikarin bi Şaredariya Dêrsîmê re pêwendiyan dayne ku alîkariyên hemwelatiyan heta 11ê Îlonê li avahiya şaredariyê bên komkirin. + + + +Şingal (Rûdaw) – Keç û jinên êzîdî yên ketine destê DAIŞê dema rastî destdirêjiya çekdarên wê rêxistinê tên xwe dikujin. Yek ji êzîdiyên ku li ser çiyayê Şingalê asê mabû, dema ji çiyê dadiket li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî. + +Piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin, bi dehan hezar xelkê wê deverê ku pirraniya wan kurdên êzîdî ne ji tirsa DAIŞê berê xwe dan çiyayê Şingalê lê ji ber girtina rê ji aliyê çekdaran ve li wir asê man. + +Lê hêzên Pêşmerge karîn rêyekê vekin da ku wan awareyan rizgar bikin. Yên ku li ser çiyê rizgar dibin deestpêkê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin paşê ji deriyê sînorî yê Sêmalka re dîsa derbasî Başûr dibin. + +Rûdaw di dema daketina awareyan ji çiyayê Şingalê li wir bû û rewşa awareyan şopand… + +Tişta herî biêş ew bû ku yek ji awareyan ji Rûdawê re got, keç û jinên ku rastî destdirêjiya çekdaran tên xwe dikujin… + +Zaxo (Rûdaw) – Yek ji endamên berbiçav ên PKKê bi navê Osman Balîç ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li Başûrê Kurdistanê dijiya, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Rayedarekî ewlehiyê yê Başûr dibêje, destê PKKê di vê bûyerê de heye. +Endamê berê yê PKKê Osman Balîç, ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dijiya, şeva 7ê Tebaxa îsal ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hat kuştin, di bûyerê de keça wî ya bi navê Rewşen ku 3 salî bû jî hat kuştin. + +Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji rayedarekî ewlehiyê yê Zaxo bidest xistine, şeva 7ê vê mehê saet 00:10 2 çekdarên nenas li ser dîwarê hewşa mala Osman Balîç re dikevin mala wî û derbasî odeya xewê dibin û wî bi 6 gulleyan dikujin, dema hevjîna Balîç dixwaze keça xwe rizgar bike gulleyek jî li keçkê dikeve ew jî jiyana xwe ji dest dide. + +Wî berpirsê ewlehiyê li ser girtina tohmetbaran jî ji Rûdawê re got, heta niha ti kes ji ber vê bûyerê nehatiye girtin ji ber di demê de ti kesî ew nedîtine û cîranên wan jî hemû raza bûn lê li gorî lêkolînan xuya ye ku hêzeke siyasî li pişt vê bûyerê de ye û ew hêz jî PKK ye ji ber ku Osman Balîç bibû endamê PDKê. + +Wî rayedarî da zanîn ku heta niha lêkolîn li ser bûyerê didome û cenazeyê Balîç jî li pijîşkiya dadê ye. Dê di nav çend rojên bê de encamên lêkolînê ji raya giştî re were eşkerekirin. + +Li ser endamtiya Osman Balîç di PDKê de berpirsê liqa 8 a PDKê ji Rûdawê re got, dema Osman Balîç hat Zaxo yekser bû endamê PDKê. Ti berpirstiyeke wî ya fermî nebû lê tenê endamê partiyê bû. + +Li gorî hinek endam û kadroyên PDKê yên Zaxo, kuştina Osman Balîç terorkirina Azad Dêrikî tîne bîra wan. Azad Dêrikî sala 1992an ji PKKê veqetiyabû û bibû endamê PDKê. + +Dihok (Rûdaw)- Derbiderên kurdên êzdî ku bi rêya Şingalê dighin Başûrê Kurdistanê piştî pêşwazîkirina wan li xala sînorî û pêşkêşkirina pêdiviyên sereke bo wan, bo kamp û dibistanan li Dihokê tên veguhetsin. + +Hejmarek ji wan derbideran li Navenda Laleş a rewşenbîrî û civakî li bajarê Dihokê bi cih bûne. + +Li Navenda Laleşê, bêtir ji yek hezar derbider dihewîne, rojane jî ew hejmar zêde dibe, ku deriyê hol û hemû odeyên xwe bo hewandina wan derbideran vekiriye. + +Li gor peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dihokê, Pêşewa Behlewî, pêwîstiyên rojane ji xwarin û vexwarin û kelûpelan ên derbideran ji aliyê rêxistinên hawarçûnê, rêxistinên xêexwazî, rêxistinên civakî û kesayetiyan tên pêşkêş kirin. + +Avahiya, Navenda Lalişê biqasî 2 milyar dînar hatiye avakirin û bi nûtirîn kerset û kelûpelan hatiyû amade kirin. + +Amed (Rûdaw) - Piştî êrişên çekdarên DAIŞ'ê li dijî xelkê Şingalê, gellek kes koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. 15 saziyên sivîl ên îslamî li Amedê çûn serdana koçberên Şingalê û banga piştevaniya êzîdiyan kirin û êrişên DAIŞ'ê jî bi tUndî şermezar kirin. + +Li Amedê hin serok û nûnerên saziyên sivîl ên îslamî çûn serdana xelkê Şingalê ku piştî êrIşên çekdarên DAIŞ'ê koçberî Amedê bibûn. + +Saziyên sivîl di serdanê de civîneke çapemeniyê jî pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de saziyên sivîl ên îslamî êrişên çekdarên DAIŞ'ê bi tIndî şermezar kirin. + +Serokê Platforma Xwevegerînê Fikrî Amedî: ''Em vê rêxistina ku teror û zilmê li ser miletê me dike bi tundî şermezar dikin. Armanca wan talankirina welat û warê kurdan e. Dixwazin destkeftiyên Kurdistanê têk bibin.'' + +Saziyên sivîl ên îslamî diyar kirin ku çekdarên DAIŞ'ê him êrişî ola êzîdiyan him jî êrişî nasnameya wan a netewî kirine û divê ku xelkê Amedê xwedî li koçberên Şingalê derkeve… + +دناڤبەرا ئولا ئیزدیا و ھەر ئولەکادی کریڤانتی چێدبیت کەسێ کو کریڤێ خوینێن بێت ژی دگەل مال باتەکێ ئیدی ئەو ھەر دوو مالبات دخوشی و خوەشێن ھەڤدو دا دبەشدارن لێ بەشەک ژ ئیزدین کو ژ سەرێ چیاشنگالی ھاتنە و کریڤێن خوەێن عەرەب بێ وەفا دبینن ھەتا بێژن کو مەئەو بچاڤێ سەرێ خوەدیتنە کوان دگەل چەکدارێن داعش ھیرشکریە سەر گوندێن مە. +تێکست +ئیزدی ئەڤ رەوشا نوکەکەڤیتە تێدا بەشەکێ وێ ژ بو بێوەفایا کیڤێن خوەێن خوینێ دھژمێرن، ئەڤی کالە مێرێ ئێزدی پشتی بوراندنا چەندین سالێن کریڤانیتێ دگەل خێزانەکا عەرەب کو گوندێن وانیێن ھەڤ سنوربون، وەکو ئەودبێژیت کو کریڤێن وان یێن خوینێ ملل بمللێ چەکدارێن داعش ھێرش کەر سەر، ھەروەسا دبێژیت: ئەگەر ژحەیفا ڤی ژیێ خوەیێ مەزندا نە ئەو دا تەرکا عەگالا ل سەرێ خوە ژیکەت. +١.جندو عەبدو: پەنابەر +کریڤانتی ئیک ژ پلێن ھەر بەرزێن مروڤاتی یە پشتی سویندخوارن و سوزدانێ دناڤ ئولا ئیزدیادا، لێ ھندژکوردێن ئیزدی کیفێن خوەیێن خوینێ بچاڤێن خوە دیتن دگەل چەکدارێن داعش و بێوەفابون لھەمبەری کریڤانین خوە .............. +٢. جولو سەیدو: پەنابەر +چەکدارێن داعش ھەتانوکە بوکەسێ نەبونە مال و بو ئەو عەرەبێن دەست ژکریڤانیا ئیزدیا ژی بەردای دبیت نەبنەمال لوی دەمی وەکو کورد دبێژن ئەگەر شاخێن پەشیمانا ھاتبان دایێن بێوەفیێن کریڤانتێ لبەر عەسماناچن، چونکی ئیزدی ژ بو کریڤێن خوە نانی ژ دەڤێ زاروێن خوە دەریخن داکو بدەنە کریڤێ خوە......... +٣.ئلیاس براھیم:پەنابەرێ چیایێ شنگال +ئیزدیا ھندەک دوسێن جارا نوکە بوخوە دژمندیت کریڤانیێ کو خویناجانێ زاورێ خوە بو بەردا ل ھەست و مروڤانیا خوە بێ وەفا بون. + +Dihok (Rûdaw) – Malbatên mexdûr ên teqîna 14ê Tebaxa 2007an a deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidirê yên girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di nav trajediyekê de trajediyeke din bibîr tînin. + +Beriya 7 salan li deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir ên bajarokê Şingalê ku niha ketine destê DAIŞê, di encama teqîna 4 kamyonên bombekirî de 312 kes şehîd bûn û 700 kes jî birîndar bûn. + +Malbatên mexdûr ên wê bûyerê îsal di koçeriyê de û bi êş û hêsirên çavan miriyên xwe bibîr tînin. +Ji malekê 22 kes di bûyera 2007an de jiyana xwe ji dest dane. Xunav, endameke wê malbatê ye û ew nikare mîna endamên din ên malbatê bêdeng bimîne lê bi hêsiran wan bibîr tîne… + +Xelkê deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidirê nizanîbûn dê di salvegera wê teqîna bêbext de bêbextiyeke mezintir bi ser wan de were û komeke çeteyan a mîna DAIŞê dê war, welat û namûsa wan bihetikîne…. + + +ئاوارهيێن چيايێ شنگالێ. ڤی تی. +غهريب مهجيد +رووداو زاخۆ. +ئاوارهيێن چيايێ شنگالێ ئهوێن ل زاخۆ دئاكنجی، دڕهوشهكا نالهباردا ژيانا خوه دبنه سهری، داخوازا هاريكاريێ ژلايهنێن پهيوهنديدارو ،ژخهلكێ دهڤهرێ دكن. +لێدوانا ئاوارهيهكا چيايێ شنگالێ...¤WA0 4936 +((ئهو چهند رووژ بوون ئهم ل چيايی بوون ئهڤ دوو رووژه ئهم هاتين ڤێرێ، ههتا نوكه گلاسهك ئاڤ نهداينه زاروكێن مه، نه خوارن مه تشتهك نهدييه، ڤان خوهيی چادرا گونهێ وان بمه هات، گو وهرن بكهڤنه با مهدا، لبهر ڤێ رووژێ وهرن)) +ئهڤ ئاوهرهيه دابهشكرينه لسهر قوتابخانه و جهێن گشتی، ههر چهنده رووژانه خوارن و ڤهخوارن ژلايێ دهولهمهندو خهلكێ دهڤهرێڤه ژبورن دهێته دان، لێ رێژهيا زورا وان وهكرييه، كو گهلهك ژوان ئاواریيان ژوان هاريكاريا بێ بار بن. +لێدوانا عهزيز ئيبراهيم، ئاواره....¤WA1 4840 4792 +((ژنا من ددهستێ داعش دايه، ههموو بچوكن ، نها زهلامێن وان برايێن منن، ههموو بچووكن، ههتا نها نان نه خوارنه، ئهڤه دوو شهڤه ئهم ل كوردستانێنه، ههتا نها نانی نه خوارن)) +ژبو ڤێ ئێكێ ی رێكخراوا unhcrهاته دهنگ، ههوڵێن ڤهكرنا كهمپهكێ دكن. +لێدوانا جاين پيرس، رێڤهبهرا رێكخراوا unhcr ل عێراقێ... ¤WA3 4808 4928 +مه هزر كريه خهلك دكهمپاندا بژين بهس ئهو كهمپ نيزامی بيت بو بهێته تهرتيب كرن، ژههمی پێويستيێن رووژانه دابينكری بيت، دا زهخت لناڤ باژێری ژی كێم بيت، خهلكێ ژمهدرهسا و بينايهتێت حكومی بيننه دهر)) +ل دويڤ ئامارێن نهفهرمی پتری 100 هزار ئاوهرهيان ل زاخۆ دئاكنجينه، لايهنێن حكومی بههماههنگی دگهل خهلكێ دهڤهرێرووژانه لسهر هێلن ژبو هاريكاريكرنا وان. +ستاند ئاپ... + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya PKKê Murad Karayilan, bi tundî gef li rêxistina îslamî ya DAIŞê xwar û got, eger DAIŞ êrişên xwe li dijî gelê kurd bidomînin PKK dê wê poşman bike. + +Murad Karayilan, li çiyayê Qendîlê di merasima 30emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê li dijî dewleta Tirkiyeyê de axaftinek kir û ragihand, DAIŞ li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî gelê kurd dike û komujiyan pêk tîne û wiha got: ";Di ti ol û felsefeyekê de tiştên wiha tine. Di îslamê de qet tiştên wiha tine."; + +Karayilan bang li DAIŞê kir, êrişên xwe yên hovane li dijî gelê kurd bide sekinandin û wiha axivî: ";Eger hûn êrişên xwe li dijî gelê kurd bidomînin emê jî tiştên ku heta niha me bikar nehaniye li dijî we bikar bînin û we poşman bikin."; + +Wî rayedarê PKKê her wiha ragihand ku ev hovîtiya ku di sedsala 21an de li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, li ber çavê hemû cîhanê tê kirin. + +PKKê 15ê Tebaxa 1984an şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê dabû destpêkirin. + +Beyrût (Rûdaw)- Xirîstiyanên Mûsilê weku hin kemîneyên din, li parêzgeha Nînowayê, rastî êrîşên hovane yên DAIŞê hatin. Mal û milkên xwe bi cih hiştin û ji mirinê reviyan. + +Hindekan ji wan xwe gihand Libnanê. Lê dilê wan her ma, li ser xaka welatê wan. + +Pîrejinek ku ji Mûsilê ye, rondikên wê dibariyan her ku me pirsa rewşa wê dikir û tenê ji mere digot: ";DAIŞê tiştek tê de nehişt."; + +Lê belê wê ji bîr nedikir, ku jidil dua ji pêşmerge û her hêzên ku li dijî DAIŞê, di çeperên şer de ne, bike. + +Xirîstiyanênmûsilî, ku li cade û kolanên vî welatî derbider bûne, roleke girîng didin Herêma Kurdistanê, derbarê xwedîderketina wan. + +Li navaXirîstiyanênLibnanê, rewşaXirîstiyanênIraqê û Mûsilê bi taybetî, pir tê meraqkirin. +Metranekî Maronî, her çend ku gazî civaka navdewletî ji bo parastina kiristiyanan li Iraqê dike, pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê jiXirîstiyanênre, wateya pêkvejiyanê dibîne. + +XirîstiyanênMûsilê, ku li Libnanê koçber bûne, dixwazin ku vegerin welatê xwe, lê di nava xwe de, ew dibêjin ku ev yek zehmet e pêk were. Weku me ji devê gelekan dibihîst. + +Li gel derdên koçberiyê,Xirîstiyanêniraqî li vir ûXirîstiyanênlibnanî, rola Herêma Kurdistanê diparastinapêkvejiyanê û alîkarîkirina kêmîneyan de, giring didin zanîn. + + +پشتی کو کودهتا ئانگۆ دهربهیا لهشکهری یا ۱۲ ئیلۆنا ۱۹۸۰ ل ترکیێ پێک هات، ب سهدههزاران سیاستهمهدار،رۆژنامهڤان،هقۆقناس، ڕهوشهنبیر ل ترکیێ و باکوورێ کوردستانێ هاتن گرتن، و ههموو پارتیێن سیاسی ژی قهدهخهبوون، و دههان ههزار کهس دهرکهتن دهرڤهیی ترکیێ، لێ پارا ههری مهزن ژ وان ئێریشان گهلێ کورد ل باکوورێ کوردستانێ دیت. +پارتیا کارکهرێن کوردستانێ پهکهکێ کو د سالا ۱۹۸۷ئان ده نوو هاتبوو دامهزراندن، ئهو ژی وهکه پارتیێن کورد یێن دن، هات قهدهخه کرن، و پرانیا ئهندامێن وێ یان هاتن گرتن یان ژی دهرکهتن دهرڤهیی ترکیێ، و کهسێن کو دهرکهتنه دهرڤه پرانی ل لبنانێ تهڤ تهڤگهرێن فلستینییان جی گرتن، و تێکلیێن خوه ب هکوومهتا هافز ئهسهدا سووریێ ڕه چێ کرن. +پهکهکێ د کۆنگرا خوه یا دوهمین کو ۲۵ تهباخێ ل دارخستبوو بریارا دهستپێکرنا شهرێ چهکداری ل باکوورێ کوردستانێ ستاند، و ژ بهر وێ دهست ب ئامادهکاریان کر، و گرۆپێن کهشفێ،تهڤگهر و ئامادهکاریێ ڕێکرن باکوورێ کوردستانێ. +پارتیا کارکهرێن کوردستانێ ڕۆژا ۱۵ تهباخێ وهک ڕۆژا ڕاگهاندنا شهرێ چهکداری دیار کر، لێ ئهو ڕۆژ ل جهم چهپگر و شۆرهشگهرێن وێ دهمێ ده گهلهک ب واته بوو، ژ بهر کو د ڕۆژا ۱۵ تهباخێ سهرۆکێ شۆرهشا ڤیاتنامێ هۆشی منه، سهرخوهبوونا وهلاتێ خوه د سالا ههزار و نههسهد و چهل و پێنجان ده ڕاگهاند و ئهو ژی بوو یهکهم سهرۆکۆمارێ ڤیاتنامێ، د ههمان ڕۆژی ده ژی شۆرهشا کو ماهاتما گاندی برێڤه دبر، گهیشت ئارمانجا خوه ،ئوو د ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و چهل و ههفتان ده سهرخوهبوونا هندستانێ هات ڕاگهاندن، د ههمان دهمێ ده ئهو ڕۆژ ڕۆژا ڕۆژبوونا ناپلیۆن پۆناپارت و سهرۆکێ لهشکهری یا شۆرهشا ڤیاتنامێ فۆنگوین جیابه. +ڕۆژا ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و ههیشتی و چاران ده پارتیا پهکهکێ د بن سهرۆکاتیا لهشکهری یا سهرفهرماندهرێ هێزا ڕزگاریا کوردستانێ ههرهکێ ماسووم کۆرکوماز ناسناڤ ئهگید ئێریش بر سهر دو بارگههێن لهشکهری یێن ئارتێشا ترکیێ ل ناڤچهیا دهێ یا ب سهر باژارێ سێرتێ و ناڤچهیا شهمزینانا جۆلهمێرگێ ل باکوورێ کوردستانێ، و چهند لهشکهر کوشتن و هژمارهک بریندار کرن. +دهولهتا ترکیێ د دهستپێکێ ده ت بایهخ ب وان ئێریشان نهدا، لێ پشتی کو هێزێن ههرهکێ ئێریشی ناڤهندهکی ژاندرمهیان ل سێرتێ کر، و سێ سهربازێن زیرهڤانی یێن سهرۆکۆمارێ ترکیێ کهنان ئهڤرهن تێده هاتن کوشتن، و چهند ئێریشێن دن ل ناڤچهیێ گهڤهرا جۆلهمێرگ و چهلێ ده پێک هات، ئێدی دهست ب ئۆپهرسیۆنێن لهشکهری کر، و شهرێ گهریلا و ئارتێشا ترکیێ دهست پێ کر. +ل گۆر هژمارێن کو دهولهتا ترکیێ دهربارێ کهسێن کو د شهرێ سی سالی یا د ناڤبهرا هێزێن گهریلایێن پهکهکێ و ئارتێشا ترکیێ ده ژیانا خوه ژ دهست دانه، ژ ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و ههیشتی و چاران ههتا ئاگربهستا نهورۆزا ۲۰۱۳ئان ده زێدهتری چهل و پێنج ههزار ژ ههردو ئالی ژیانا خوه ژ دهست دانه، لێ ههتا نها هژمارا ڕاستی یێن کهسێن کو ژیانا خوه ژ دهست دانه نههاتی دیار کرن. +ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ژ گرتینگهها خوه ل گراڤا ئیمرالییێ و ئوو د ئهنجاما پێڤاژۆیهک د ناڤبهرا وی و دهولهتا ترکیێ ده، ڕۆژا ۲۱ ئادارێ نهورۆزا ۲۰۱۳ئان ل ئامهدێ ئاگر بهست ڕاگهاند، و ڕێ ل پێشیا پێڤاژۆیهکه سیاسی ئاشتی و چارهسهریێ ڤهکر، و ل گۆر پرانیا سیاسهتمهدار و شرووڤهکارێن سیسی ل ترکیێ و کوردستانێ، ئهو ڕۆژا ڕۆژا بداویبوونا شهرێ چهکدارییه ل باکوورێ کوردستانێ، و د وێ ڕۆژێ ده شهرێ کو ماسووم کۆرکوماز ئهگید دهست پێکر، ب داوی تێ. + + +Kobanî (Rûdaw) – Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê navenda xizmeta leşkeriyê hat vekirin. + +Cîgirê berpirsê desteya pêwendiyên derve ya kantona Kobanî Îdrîs Neisan ji Rûdawê re ragihand ku navenda ";erkê xweparastinê"; li Kobanê hat vekirin. +Îdrîs Neisan da zanîn, heta niha 93 xort û keçên 18 û 19 salî serdana navendê kirine û navên xwe tomar kirine. +Neisan got ku dema xizmeta leşkeriyê ango erkê xweparastinê 6 meh in lê dibe ku di rewşên awarte de ev yek heta 6 mehên din were dirêjkirin. +Cîgirê berpirsê desteya pêwendiyên derve ya kantona Kobanî ragihand ku ew ciwanên nû werdigrin da ku pîremêrên ku şer dikin vegerin malên xwe. + +Şingal (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa ragihand, li gundê Koço yê girêdayî Şingalê çekdarên DAIŞê herî kêm 100 kes kuştin. + +Çekdarên DAIŞê îro li gundê Koço yê Şingalê ku hemû kurdên êzîdî ne, bi hêceta ku nebûne misilman hemû zilamên gund kom kiribûn û gullebaran kiribûn û jin û zarokên wan jî biribûn devera Tileferê ya Mûsilê. + +Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa li ser komkujiyê agahî da û ragihand, çekdarên DAIŞê derdora 80 zilamî xistibûn pirtûkxaneya gund û dabûn ber gulleyan. + +Îsa da zanîn ku hinek ji wan ketibûn bin cenazeyan û nemiribûn ji ber wê jî karîbûn xwe rizgar bikin. + +Peyamnêrê Rûdawê eşkere kir ku ti kes di gund de nemaye û yên mane jî alên spî rakirine da ku DAIŞê êrişî wan neke. + +Li gorî agahiyên Bereketa Îsa, çekdarên DAIŞê 2 keçên êzîdî yên ku revandibûn, berdane her wiha ji gundiyan sê tiştan dixwazin: yan bibin misilman, jinên xwe bidin wan û yan jî ji wan re şervantiyê bikin. + +Sihêla (Rûdaw)-Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji eniyên şer li deverên derdora Mûsilê bidest xistine, îşev balafirên şer ên Amerîkayê li bendava Mûsilê êrişeke berfireh li dijî çeper û çekdaêrn DAIŞê li dar xistin. + +Li gorî agahî û çavdêriyên peyamnêrên Rûdawê, êrişa asimanî ya îşev a balafirên Amerîkayê li dijî DAIŞê mezintirîn êriş bûye ku Amerîka heta niha bi mebesta piştevanî li hêzên Pêşmerge û parastina Kurdistanê û vegirtina wan deverên ku ketine bin destê DAIŞê li dijî wê koma radîkal kiriye. + +Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa îsal dest bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê kirin paşê êrişî devera Mexmûrê kirin û xwestin ber bi Hewlêrê ve herin. Her wiha çekdarên DAIŞê êrişî devera Celewla ya parêzgeha Diyaleyê kirin. + +Êrişên DAIŞê rastî bersivadayîna hêzên Pêşmerger hat her wiha bûn sedema wê ku Amerîka û welatên rojavayî bi awayekî bihêz piştevaniya Kurdistanê û Pêşmerge bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ew êrişên Amerîka ne tenê dê bidomin lê gurrtir û berfirehtir jî bibin. + +ئاوارەیەکی مەسیحی: لەبەر ئابرووچوونی کچ و ئافرەتانمان رامانکردووە +پشتی کۆنترۆل کرنا دەڤەرێن موسل و دەردۆرا وێ ژ ئالیێ چەکدارێن داعشێ ڤە ، ب هەزاران مەسیحی ئاوارە بوونە و نها ل دەڤەرێن جودا جودایێن هەرێما کوردستانێ نشتەجی بوونە. +پارەک ژ وان مەسیحیان د ناڤ کلیسایێن باژارێ سلێمانیێ دە نشتەجی بوونە و وەک ئەو بخوە ژی دبێژن ، ژ ترسا ئێرشێن داعشێ ڤە مالێن خوە بجی هیشتنە. ئەو ئاوارەیان پرانی ژن و زارۆکن و ژنەکێ مەسیعی کو رەڤیایە ، بەحسا ڤێ یەکێ دکە کو ئەوان ژ ترسا ژناڤ چووینا کەرامەتا کچ و ژنان مال و حالێن خوە ب جی هیشتنە و وەک دیسا ئەو ب خوە دبێژە ، چەکدارێن داعش نزانن ئابروو و کەرامەت چیە . + +Hewlêr (Rûdaw)- Hatina çekan bo Kurdistanê didome lê hikûmeta Iraqê şeva borî (şeva 15ê Tebaxê) nehîşt balafirên amerîkî, almanî û îtalî yên ku dixwestin çekan bînin Kurdistanê, derbasî Hewlêrê bibe. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, hatina çekan dê bidome lê hatina wan balafiran bi awayekî demkî dereng ket. +Hinek ji welatên Ewropayê bo şerê li dijî DAIŞê amadebûna xwe ji bona şandina çek û alîkariyên serbazî ji Kurdistanê re nîşan dan. Herî dawî jî Almanyayê piştgiriya xwe ragihand. +Şêwirmenda Almanya Angela Merkel şeva 15ê Tebaxê bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî û piştgiriya xwe ji Kurdistanê re nîşan da. +Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Angela Merkel piştgiriya xwe û gel û hikûmeta Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de ji gelê Kurdistanê re anî ziman. +Biryar bû şeva 15ê Tebaxa îsal Almanya bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê çek û cebilxaneya şer ji Kurdistanê re bişîne her wiha Îtaliya alîkariyên serbazî bigihîne Kurdistanê. +Lê li gorî agahiyên Rûdawê, hikûmeta Bexdayê nehîştiye balafirên almanî, îtalî û amerîkî derbasî Balafirxaneya Hewlêrê bibin lewma şandina çekan hat paşxistin. +Ji aliyekî din, şeva borî gellek çekên giran û kelûpelên serbazî ji Bexdayê gihîştin Hewlêrê û bi kamyonên Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hatin veguhestin. Di nav wan amûran de hinek otomobîlên serbazî yên ji curê "Hummer" jî hebûn. +Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, hemû ew çekên ku tên Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve tên wergirtin û dê bi ser eniyên şer de bên dabeşkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand ku komkujiya Kurdên Êzdî, komkujiya kurdan e û ew Enfal û kîmyabaraneke din e. +Mesûd Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek ji endam û alîgirên wê partiyê re şand û ji wan xwest ku di vê qonaxê de dîroka tije serwerî ya PDKê biparêzin. +Barzanî herwiha dibêje, pêwîste endam û alîgirên PDKê xwe ji bo cîbicîkirina druşma ";Kurdistan yan neman"; amade bikin û li kêleka pêşmerge û hemû hêzên Kurdistanî komploya dijminan bin ax bikin. +Derbarê komkujiyên ku derheqê Kurdê Êzdî de tên kirin, Barzanî komkujî wek enfal û kîmyabaraneke din dide naskirin û dibêje, çawa enfalçiyan û yên xelkê Kurdistanê kîmyabaran kirine gihiştine cezayê xwe, divê ew tawanbar jî bigihin cezayê xwe. +Serokê PDKê di dawiya daxuyaniya xwe de tekîd dike ku divê Kurdistan bibe goristana terorîst û hemû neyarên gelê Kurd. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Pizîşkên Sînornenas 200 kon şande Kampa Newroz ya li Rojavayê Kurdistanê ku koçberên Şingalê tê de dimînin. +Li gor zaniyarên ku belavbûne, 200 konên ku ji aliyê Pizîşkên Sînornenas ve hatibûn peydakirin, roja înê di rêya Başûrê Kurdistanê re, gihiştine Kampa Newrozê, ku li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve. +Berî niha, endamê desteya rêveber ya TEV-DEMê, Aldar Xelîl aşkere kiribû ku Neteweyên Yekbûyî soz daye wan ku konan di rêya helîkopteran re bişînin. +Tê gotin ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newrozê bi cîh bûne. +Rêveberiya Kantona Cizîrê dibêje ew kamp ji aliyê wan ve hatiye vekirin û tê birêvebirin, lê wezîrê ragihandina Sûriyê ji Rûdawê tekîd kir ku Kampa Newrozê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji bo koçberên Şingalê hatiye vekirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serdana girava Îmraliyê kiri û ligel rêberê girtî yê Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, civiya. + +Duh, 15ê tebaxê, danê êvarî şanda HDP ku ji Serokwekîlên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirrî Surreya Onder pêk hatibû, serdana Ocalan kirin û di heman şevê de ji Îmraliyê vegeriya. + +Li gor daxuyaniyeke navenda HDPê, civîn partiya wan ligel Ocalan ";Gellek erênî"; bû. + +Herwiha navendê ragihand ku, ji ber ku civîn gelek dermjimêran berdewam kir şanda HDPê nikarî piştî vegera xwe ti daxuyaniyan li ser naveroka wê bidin, lewma dê îro ew şand naveroka hevdîtina ligel Ocalan ragihîne. + +ئینترۆ : سهرهرایى خواستا ژمارهیهكا زۆر ژ خهلكئ شنگال كو دهرگهه بۆ وان بهینه ڤهكرن وب ناڤ دهولهتان ب كهڤن لئ ژمارهیهكا مهزن چاڤهریى وئ چهندئ نه كو باژارئ وان بهیته رزگاركرن ودئاخا خوه ڤهگهرین كو پیرۆزیین وان یین ئاینى وزارۆكبوون وژیانهكا زۆر تیدا دهربازكرینه +قوتابخانا وجهین گشتى دناڤ باژارین باشورئ كوردستانئ دا ب تنئ جهئ ئاوارهبوویین لیقهومیین شنگال نینن كه چۆلستان ژى بههرا ژماریهكا مهزنا وان لئ قهومیانه .... راسته ژمارهیهكا وان ئاوارهبوویان خواستا مافئ پهنابهریئ ژدهولهتان دكن لئ قاسى وان چاڤهریئ ڤهگهریانئ نه كه پیرۆزیین وان یین ئاینى وههموو ژیانا وان دوى باژارى دهبوو +یوسڤ بهرى : ئاوارهبووى +ماینا ژمارهكا گهنجین شنگال دقادا شهر دا وه كریه كو هنهكین دى ژى وئ هزرئ بكن وئامادهكاریین خوه ژبۆ تهڤلیبوونا وان بكهن +سهیدۆ خهلهف : ئاوارهبووى +ئهویین ژ مرنئ رهڤین وماوئ ههفتیهكئ ل بهر تاڤا رۆژئ بوون بئ خوهر وخوارن كه ب تنئ روهئ خوه وزارۆكین خوه قورتالكرین دناڤ ده ههینه كو ستارین دناڤ باژاران ژى ب دهست نه كهتین ول بهر ههمان رۆژئ سهرئ خوه ژ خهوئ را داتین دا ل سبهههكا نوو دا ب گهرما وئ شیارببن +حازم رهشید : ئاوارهبووى +دناڤبهرا ڤهگهریانا شنگال ئهگهر هات وژدهستین چهكدارا دهركهت وهزرا دهركهتنهكا ههتا ههتایى ئیزیدى چاڤه ریژى پیشهرژهكا دكن كو مرن وسههوا وئ ئیدى سلاڤئ ل ئاخا ئهو تیدا دژین نهكه + + + Şingal (Rûdaw)- Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon li gel kesayetên kirîstiyanên iraqî serdana Perestgeha Laleşê kir û li gel wekîlê mîrê êzdiyan û jimareke ji oldarên êzdî civiya. +Di dawiya civînê de, Cardinal Fernando li ser tirajîdiya êzdiyan axivî. +Wekîlê mîrê êzîdiya helwesta îzdiyan dubarkir ji nûnerê taybet yê Papayê Vatikanê re û doz kir ku Vatikan piştgir be ji xwestekên wan re. +Çavê kurdên êzîdî li çarsereiyekê ye ji rewşa wan re, û hêviya wan mayê girêdayî bi piştgiriya hikûmeta Kurdistanê û civaka navdewletî re. +Di rojên dawî de hejmarek ji serdanên fermî bo Başûrê kurdistanê bi rêve çûne bi mebesta şopandina tiracîdiya Şingalê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, ragihand ku dê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûn Kurdistanê birêve bibin. + +Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê hatiye belav kirin hatiye ku, bo gihandina gelê Kurd bi serxwebûnê û avakirina dewletk Kurdî, dê roja 23.08.2014 Kernavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdostan û li çend welatên ewropî birêve biçe. + +Herwiha komîteyê daxwaz ji, hevbîrên serxwebûna Kurdistanê, kir ku alîkariya wan bikin bo arastekirina vê peyamê bo Neteweyên Yekbûyî û ";Bidestxistina serxwebûna Kurdistanê. + +Komîteya amadekar daxwaz ji xelkê kir ku, bi cil û bergên Kurdî beşdarî Kernavala Serxwebûna Kurdistanê bibin. + +Derbarê dema birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan komîteya amadekar ragihand ku demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê ji roja 23ê tebaxê dê karneval bi meşekê li pêş baregeha Netewyên Yekbûyî li Hewlêrê dest pê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier, bi serdanekê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. + +Îro, 16ê tebaxî, Frank-Walter Steinmeier, berî nîvro gihişte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê. + +Li gor ku duh, Steinmeier ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, di vê serdanê de dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. + +Herwiha wezîrê derve yê Almaniya diyar kir ku, ew dê ligel Barzanî nehsa pêşhatên dawî yên rweşa Kurdistan û Iraqê bike. + +Ev serdanan Frank-Walter Steinmeier di çarçoveya pişgiriya navdewletî de bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de tê. + +Herwiha duh jî Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axifî û piştgiriya xwe û welatê xwe ji gelê Kurdistanê re di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê çekdarên rêxistina DAIŞê bi tundî topbaran dikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro 16ê tebaxê demjimêr 11ê berî nîvro, Hêzên Pêşmerge dest bi topbaran kirina pêgehên çekdarên DAIŞê li gundê Xetare yê nêzîk Bendava Mûsilê kirin. + +Çavkaniyeke leşkerî ji nava gundê Xetare jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, balafirên şer çeperên DAIŞê li derdora gundê Xetare, ku navçeyek êzdînişîne, bi tuned topbaran kirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier ji Hewlêrê ragihand ku, heta sînorên siyasî yên dawî ji alîkariyê dê welatê wî piştgiriya Herêma Kurdistanê bike û ew wê bi tenê nahêle. + +Îro, 16ê tebaxê, Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier ligel şandekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ve li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin. + +Steinmeier û şanda ligel xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civînek pêk anî û behsa pêşhatên dawî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û pitî bidawî hatina civînê konfransek rojnamevanî lidar xistin. + +Di konfransê rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, pirensîpên Herêma Kurdistanê di demokrasî, azadî û pêkvejiyanê de kirin ku civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û diyar kir ku ";Em soz didin wan ku heta dilopa dawî ji xwîna me emê wan pirensîpan biparêzin."; + +Herwiha Barzanî balkişande ser şerê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê û tekez kir ku ";Em dê ligel hevlabendên xwe bi serbilindî ji vê cengê derkevin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev serdana wezîrê derve yê Almanya nîşana wê yekê ye ku dostên me di demên teng de bi hawara me vê tên û piştgiriya me dikin, û wiha berdewam kir: ";Roj bi roj piştgiriys derve bo Herêma Kurdisatnê berferehtir û zêdetir dibe, bo vê mebestê jî em spasiya hemû dostên xwe dikin ku alîkariya me kirine."; + +Ji aliyê xwe, Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier ragihand wateya vê serdana wan ewe ku, welatê wî Herêma Kurdistanê bi tenê di vê rewşê de nahêle û got: ";Heta sînorên siyasî yên dawî ji alîkariyê, emê piştgiriya bidin Herêma Kurdistanê."; + +Steinmeier spasiya hikûmeta Herêma Kurdisatnê kir li ser pêşwazîkirina koçber û debiderên êzdî û mesîhî û got: ";Kesê ku ligel min serdana derbideran kiribe dê bizane ew di çi rewşê de dijîn, wan dev ji mal û milkên xwe berdane û ji ber mirin û êrîşên DAIŞê reviyane."; + +Derbarê qasê alîkariyan jî ku dê Almaniya ji Herêma Kurdistanê re bişîne, Steinmeier diyar kir ku berî niha wan 4 miyoln û 500 hezar euro xerç kiribû ";Lê hefteya borî min ji Serok Barzanî re ragihand ku me 20 milyon euro yê din bo vê mebestê terxan kiriye."; + +Steinmeier balkişande li ser wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê ";Behs kir ku çekên di dets Hêzên Pêşmege de sivikin û nepêşkeftî ne. lewma emê vê pirsê gotbêj bikin û em dê wan cureyan pêwîst ji çekan diyar bikin da em bikarin peyda bikin."; + +Wezîrê Derve yê Almanya spasiya rola Hêzên Pêşmerge kir di şerê li dijî DAIŞê de û got: ";Hemû cîhan bi serbilindî li karê Pêşmerge dinêre û wî karî bibilind dinirxîne."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-wehde) red kir ku daxwaza ruxsetkirina karê xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê pêşkêş kiribe. +Endamê serkirdayetiya Partiya (el-Wehde) li Efrînê Reşîd Şaban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda partiya wan a ku serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê kiribû ti daxwaza ruxsetkirinê pêşkêş nekiriye. +Reşîd Şaban, ku endamê wê şandê bû, ji Rûdawê re diyar kir ku rayedarên Rêveberiya Xweser ew agahdar kiribûn ku divê ruxseta partiya xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser bikin. +Şaban da zanîn ku şanda wan ji rayedarên Rêveberiya Kantona Efrînê re gotine ew weke serkirdayetiya partiyê li Efrînê ne xwediyê desthilata pêşkêşkirina ruxseta partiyê ne ji ber ku pêwîstiya vê yekê bi biryara serkirdayetiya navendî ya Partiyê heye. +Derbarê navend û ofîsên partiya wan li Herêma Efrînê, Şaban diyar kir ku berê hinek ji van navend û ofîsan ruxsetkirî ne û hinek jî beriya damezrandina Rêveberiya Xweser hatine vekirin. +Derbarê navendên partiya wan ên neruxsetkirî, Şaban diyar kir ku ti birsgirêk tune ye û ewê ruxsetê ji bo van navendan werbigrin. +Malpereke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ragihandibû ku şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ji komîteya karûbarên partiyan daxwaz kiriye ku destura qanûnî ji bo partiya wan were dirêj kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdula Ocalan ragihand ku, encamên hilbijartina serkomariya Tirkiyê û serkeftinên ku HDPê di riya namzedê xwe Salahedîn Demîrtaş de bi dest xistiye, diyardeya ku HDPê niha nûnertiya dijberyek demokratîk ya herî xurt li Tirkiyê dike û di rojên pêşde jî wê karibe li Tirkiyê bibe desthilatek demokratîk. + +Ocalan di riya şanda HDPê daxuyaniyek da çapemeniyê û têde bi boneya salvegera 30 salî ya 15 tebaxê de diyar kir ku, dem dema ku ev sî salên şer veguhezên danûstandinên demokratîk, û bi çareseriyên demokratîk ve bi dawî bibin. + +Rêberê PKKê derbarê êrîşên rêxistina DAIŞê li ser kurdên êzdî yên li herêma Şengalê got,ew sersaxiyê ji xelkê Êzîdî re dixwaze, ji bo azadiya Kurdan û rizgariya wan ew hemû hêzên ku li berxwedidin silav dike û wan teva spas dike. + +Wek tê zanînŞanda HDPê ya ji Serokwekîlên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirrî Surreya Onder pêk tê roja 15 tebaxê li Girava Îmarliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Sine (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê jî kampanyayên komkirina alîkariyan ji kurdên êzîdî yên Başûr ên ku ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, hatin destpêkirin. Parêzgarê Sine jî ragihand, ew amade ne êzîdiyan li parêzgehê bihewînin. + +Li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna hemû beşên din ên Kurdistanê alîkarî ji kurdên êzîdî yên Başûr ku ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, tên komirin. + +Li hinek bajar û deverên Rojhilat bi taybet li bajarê Sine û hinek deverên din ên parêzgehê kampanyayên komkirina alîkariyê ji kurdên êzîdî re dest pê kirine. + +Parêzgarê Sine Ebdulmihemed Zahidî jî îro li bajarê Sine serdana hinek navendên komkirina alîkariyan kir û li wir daxuyaniyek da û ragihand, heta ji destê wan bê dê alîkariya awareyên Başûrê Kurdistanê bikin. + +Zahidî her wiha got, em dikarin û amade ne awareyan li deverên sînorî yên parêzgehê bicîh bikin û wan bihewînin heta ku şer û êriş li welatê wan ji holê radibe. + +Amed (Rûdaw) – Rêxistina kurdî-îslamî ya bi navê Însiyatîfa Azadî ku li Bakurê Kurdistanê xebat dikin, ragihand, êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê komplo ye. + +Endamên xwebexş ên Însiyatîfa Azadî beriya kongreya xwe îro li Amedê hatin ba hev. + +Di civînê de rojeva sereke êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bû. + +Berdevkê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner di civînê de axaftinek kir û got, ti pêwendiyeke DAIŞê bi îslamê re tine ji ber ku ew rêxistin dikeve kuderê zilm û hovîtiyê dike. + +Endama Însiyatîfa Azadî Nûriye Çakar jî got, êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê komplo ye û wiha axivî: ";Lê em piştrast in ku hêzên wiha dê nekaribin pêşiya serxwebûna Kurdistanê bibin asteng. Înşala dê dewleta Kurdistanê ava bibe."; + +Nûriye Çakar bang li gelê kurd kir li dijî êrişên DAIŞê helwest nîşan bidin û wiha anî ziman: ";Divê kurd xwedî li destkeftên Başûrê Kurdistanê derkevin."; + + +Riha (Rûdaw)- Platforma Alîkariya Însanî ya Rihayê, xwarin û alîkariyên mirovî bi ser koçberên êzîdî yên Başûrê Kurdistanê ku ji ber êrişên DAIŞê raviyane, dabeş kir. + +Platforma Alîkariya Însanî di daxûyaniyekê de ragihand, ew Kurdên êzîdî yên li bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên koma radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) reviyane û xwe spartine xizmên xwe yê li Wêranşarê alîkaraya xwarênê ji wan re hatiye kirin. + +Li gorî daxuyaniyê, xwarin bi awayekî paketkirî bi ser wan koçberan de hatiye belavkirin. + +Di nav wan paketan de nîsk, rûn, maqerne, zeytûn, ava domatesê û xwarinê din hatibûn bicîhkirin. + +Kobanî (Rûdaw) – Gelê Rojavayê Kurdistanê koma radîkal a bi navê DAIŞê wek rêxistineke erebî ya radîkal û faşîs dibînin û dibêjin, civaka navdewletî ji ber nakokiyên partiyên siyasî di şerê li dijî DAIŞê de pişta Rojava negirt. Hinek jî dibêjin, civaka navdewletî ji ber berjewendiyên xwe pişta Başûr digire... + +Kurdên Rojava nerazîbûna xwe li hember êrişên DAIŞê yên li dijî Başûr û Rojava nîşan didin lê hinek ji wan dibêjin, civaka navdewletî ji ber berjewendiyên xwe pişta Başûr digirin. + +Lê hinek jî dibêjin, ji ber nakokiyên siyasî yên partiyan civaka navdewletî pişta Rojava negirt di şerê li dijî DAIŞê lê hêvîdar in ku rojekî hêzên navdewletî pişta Rojava jî bigirin… + +Agirî (Rûdaw/AA) - Qesra Îshaq Paşa ya ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, zivistanê di bin berfê de, biharan jî di nav kulîlkên rengîn de balê dikşîne. + +Li gor agahiyên ku jiRêveberiyaÇand û Tûrîzmê ya bajarê Agiriyê hatinbidesxistin, sala 2013an di navbera mehên Çile û Tîrmehê de 132 hezar û 656 kesîQesra Îshaq Paşa ziyaret kirin. + +Lê îsal di heman heyamê de 67 hezar û 287 kesbûn mêvanê qesrê ev jî nîşan dide ku rêjeya ziyaretkirina qesrê %50 kêm bûye. + +Rayedaran got ku sedema kêmbûna tûrîstan ji ber xebatên restorasiyonaQesra Îshaq Paşaye. + +Her wiha rayedaran diyar kir kuhilbijartinên heremî û serokomariyê yên ku2014an jî bandor li vê yekê kir. + +Qesra Îshaq Paşa, yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Bazîdê ye. + +Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Li gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Romî û Farsî (bo mînak Selçûqî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye. + +Koşk gellek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya Kurdî de gellek caran bûye kaneke navdar. + +Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Lê hine jî dibêjin, di dema Ehmedî Xanî de hîna xîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye. + +Di dagirkirina Rûsan a salên 1828 – 1829'î de, deriyê koşkê ku xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li civaka navdewletî kir çavkaniyên darayî yên DAIŞê hişk bikin û ji bo şerê li dijî wê koma radîkal çekên nû bidin Kurdistanê. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara almanî ya bi navê Focusê ku roja duşemê (18ê vê mehê) tê belavkirin, ragihandiye ku DAIŞ bi firotina neftê rojane 3 milyon dolaran bidest tîne. + +Barzanî her wiha eşkere kiriye ku DAIŞê li Mûsilê û Tikrîtê dest daniye ser zêdetirî yek milyar dolar pereyê Iraqê. + +Serokê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda alîkariyên mirovî yên zêdetir ji hikûmeta Almanyayê ye. Jixwe Almanya pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmerge re dişîne. + +Mesûd Barzanî têkez kiriye ku pêwîst nîne hêzên biyanî werin Kurdistanê û li dijî DAIŞê şer bikin ji ber ku li Kurdistanê şervanên mêrxas û bihêz hene lê pêwîstiya Kurdistanê bi çekên nû û pêşketî heye. + +Li gorî agahiyên Barzanî, DAIŞê piştî ku Mûsil girt dest danî ser çekên giran ên 5 tabûrên artêşa Iraqê. + +Barzanî gotiye ku pêwîstiya hêzên Pêşmerge bi meşq û perwerdê heye her wiha herî zêde çekên antî-tank lazim in. + +Til Squf (Rûdaw)-Hêzên Pêşmerge vê sibê saet dore 5an li rojhilatê Bendava Mûsilê bi alîkariya balafirên şerî êrîşî çekdarên rêxistina DAIŞê kirin. Pêşmergeyan heta niha Til Squf bi dest xistiyê û berê xwe dane Bendava Mûsilê. + +Di çepera şerî de fermandarekî pêşmergeyan bi Rûdawê re ragihand: ";Pêşmergeyan vê sibê bi alîkariya balafirên şerî operasyonekî berfireh da destpêkirin û Tel Squf û çend herêmên din bi dest xist. Nêzîke ku Hêzen Pêşmerge kontrola Bendava Mûsilê jî bi dest bixin."; + +Fermandarî ragihand ku ew dikarin di çend saetan de Bendava Mûsilê jî bi dest bixin lê belê da ku zaiyata pêşmergeyan nebe hêdî hêdi ser DAIŞê de diçin. + +Fermandarî da zanîn ku wan hay ji DAIŞê heye di gelek cihan de mayîn vegirtine û got, ";Em heta Zûmarê û Şingalê bi dest nexin em nasikinin."; + +Xaneqin (Rûdaw)-Li Celewlayê 4 çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin girtin û yek jî hat kuştin. + +Hêzên ewlekariya navçeyê ji Rûdawê re ragihandin ku, li gundê Şêx Baweyê ya di navbera nahiyeyên Kokse û Celewlayê de, di şerê navbera wan û DAIŞê de, 4 çekdar girtine û yek jî kuştine. + +Hat zanîn, DAIŞ xwe amade dike da êrîşê bibe ser Hêzen Pêşmerge. Hêzen ewlekariya dest danîn ser çekên bîksî û hewanên çekdarên DAIŞê. + +ئینترۆ : ژمارهیهكه ئاوارهبوویین شنگال یین ژ نۆ ژ شنگال ب ریكا رۆژئاڤایئ كوردستانئ دهربازى ناڤ ئاخا باشورئ كوردستانئ بوویین دناڤ ئۆتۆمبیلاندا نزانن وئ ب كوردا ههرن پشتى ههموو جیهین گشتى پربوویین كه هندهكهك ژ وان ئازادكری وبازدایین ناڤ دهستین چهكدارین داعشن +بازدانهك بهر ب ئازادیئ نهك ب تنئ ژ تورسا مرنئ بهلكو ژ تیهن وبرسا 10 رۆژان دناڤ چیایئ هشك یئ شنگالئ دا ... ل دهمئ دهركهتنا وان ژ دهرگههئ رۆژئاڤایئ كهرسئ بهر ب رۆژئاڤایئ كوردستانئ ئهوان نزانى ئهو وئ ساخ ب گههن یان وئ ب ریڤه مرن لئ ئهو گههشتن ودهربازى باشورئ كوردستانئ ژى بوون وڤئ گاڤئ نزانن ل كئ دهرئ سهرئ خوه ژ خهوا پشتى كهدهكا زۆر را داینن +ژوان كهسین بازدایین ژمارهیهكا زۆر خهلك ههیه كه كهس وكار ونیزكین خوه ل ژیر چارهنڤیسهكه نهخوهیایى دا هیلاینه +برس وتیهن وترس ومهش دریكین دریژدا كه بههرا ههنهكا بوون قاسى ترسا وان كهسا نهبوو كه ل ژیر دهستین چهكدارین داعش دا بوون وئازادبوون دا ل سهر ترسا مرنئ را زهحمهتا ژیانا دبرس وتیهنئ دا ب بینن +بهشهك ژ ئاوارهبوویین شنگال دباژار وباژیرۆكین باشورئ كوردستانئ ل دهرڤهى ئاڤاهى وكامپ وجیهین گشتى ژى دا ژیانا خوه دهربازدكن لئ ئهوین ژ نوو دهین رهنگه منیكان ب وان ژى ب خوازن ژبهر نهبوونا جیین ئاكنجیبوونئ + + +د سەرەدانەكا ژێك جودا هەر یەك ژ ئەندام پەرلەمانێن بریتانیا و پەرلەمانتەرێن كوردێن توركیا دگەل شاندەكێ شارەداریا ئامەدێ سەرەدانا پارێزگەها دهۆكێ كرن ژبوی كو ژ نێزیك هایداری رەوشا ئاوارەیێن شنگال ببن و ئالیكاریان بۆ پێشكێش بكەن . +پشتی دەستبسەر داگرتنا چەكدارێن داعش بۆ سەر چەند ناوچەیێن باشوورێ كوردستانێ و وێ كارەساتا مرویی یا ل دەڤەرا شنگال رویدای هند ژ وەلاتێن ئەوروپی پشتەڤانیا خوە بۆ باشوورێ كوردستانێ دیار دكەن تەنانەت سەرەدانێن پەرلەمانتەرێن وەلاتێ بریتانیا بۆ پارێزگەها دهۆكێ . +نە بتنێ وەلاتێن بیانی بەلكو پارچێن دن یێن كوردستانێ ژی ئالیكاریان پێشكێش دكەن نە مازە باكوورێ كوردستانێ و هاتنا شاندەكێ پەرلەمانتەرێن كورد یێن وەلاتێ توركیا بۆ باشوورێ كوردستانێ ژبۆ لنێزیك هایداری رەوشا باشوور ببن . +د هاتنا خوەدا هەردوو شاندێن ناڤبری سەرەدانان هەر یەك ژ پارێزگەها دهۆكێ و ئەنجومەنێ وێ كرن . +د سەرەدانێن خوەدا هەر یەك ژ پەرلەمانتەرێن توركیا و بریتانیا بۆ پارێزگەها دهۆكێ ژبۆ وێ یەكێ ژ نێزیك هایداری رەوشا دەربەدەرێن شنگال ببن و ئالیكاریا ژبۆ وان پێشكێش بكەن . + +Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmergeyan beşeke mezin ya Bendava Mûsilê ji destê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derxistin. +Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Avdilxalik Bapîrî ragihand ku li Bendava Mûsilê di navbera hêzen pêşmerge û DAIŞê de şer didome û wan % 80yê bendavê dest xistine. +Peyamanêrê Rûdawê yê ku li eniya şerî de jî diyar kir ku DAIŞê şerê Bendava Mûsilê winda kir. +Herwiha Endamê Polîtbûroya PDKê Elî Ewnî jî ji Rûdawê re got Til Squf û gundên wê hemû bi dest xistinê + + + Rûdaw (Amed)- Zebeşên Amedê di cîhanê de him ji aliyê tama xwe ve, him jî ji aliyê mezinbûyîna xwe ve wekî zebeşên yekemîn tê nasîn. Lewra zebeşên Amedê ne tenê li herêmê li çar aliyê cîhanê deng daye. Ji ber vê yekê ye salên dûr û dirêjin li Amedê festîvala zebeşan tê lidarxisitn û festîvala îsal jî di 11'ê Îlonê de pêk were. Piraniya hilberînerên zebeşan bi kelecanî û baldarî zebeşên xwe xwedî dikin û lê miqate dibin. +Di bê barê de Rûstem Îlen dibêje: ''Em 4-5 caran karê tavrikê dikin. Piştre em ji bo avdaniyê xetan vedikin û ji 4-5 rojan carekî avê didin. Em gûbre ya wê jî qet kêm nakin. Armanca me ew ku gezo lê nexe û ji kêzikan were parastin. Ev zebeşên henê di dilê min de pir bi qedirbilind e. Ji ber ku min kedeke mezin daye van zebeşan.'' +Hilberînerek jî heye ku di salên borî de di festîvala zebeşan de ketiye dereceyê û xelatan bidestxistiye. Ew hêvî dike ku ji festîvalê îsal jî bi serkeftî derkeve. +ji aliyê xwe Mehemed Kaya got: ''Em ji salên 1980'an vir ve ji festîvala zebeşan 6 caran bi serkeftî derketin. Di sala 1980'an zebeşa me 28 kêlo bû û em di festîvalê de bûn yekemîn. Hin caran jî em bi zebeşên 48 û 49 kêloyan ketin dereceyê û me xelatan stand.'' +Hilberînerên zebeşan dibêjin her zebeş delalekî li ber dilê wan e. Ji ber ku ew kedekî mezin didin zebeşan û dixwazin di festîvalê de bikevin dereceyê û xelatekî bistînin. Da ku keda wan bigihije armanca xwe. + +بو ماوێ چهند روژا نبی ئهڤ زاروك هوسا ب ئارامی نهنڤستی، ئهڤ كهنيه هات پشتی ماندی بوونهكا دريژ، و ههڤريكا برس و تێهنێ، دايكێن دوو گيان زارۆكێن ژنی ژدايك بووين مرن ژبوو وان ههلبژارتن. +لێدوانا ههديا عهلی، ئاواره... +((بخودێ نان نهبوو ئهز بدمێ دگرين، ئاڤ نهبوو، ئهز ژیدسهر حالێ وانادا دگريم، مه سهر كهڤرا دنڤاندن، بخودێ توژی كريڤێ منی، برێڤه دوهلدين زاروك دهاڤێتن و داك دهات، من ئهڤ بچاڤێ خوه ديت)) +ههروهسا ل چيايی چيروكێن جوراو جور ، ژپالهوانيا زاروكان توماركرن. +لێدو انا ئاوارهيهكا شنگالێ... +((قيزا تيێ من سوكهری لێ بی ، ل وێری ژتێهنا بهعچی مه لاشێ وێ لوێرێ هێلا، بخودێ ههتا دنێ وێ ژبيرناكن، ئهلماسا خێرو بخودێ مه رزيلتر نهدبوون، هزرهتا زاوكێن مه بچهك نان بوو، بڤان دهروكا مه ئاڤ ددايێ دانهبهعجن، چوار رووژان خوارن بدهڤێ من بخوه نهبوو)) +رووژانه حهزرهتا وان ببو پرتهكا نانی، ههرچهنده ئهو وهكو مهزنان نزانن چييه بسهرێ وان هاتی. +لێدوانا ئاوارهيهكا شنگالێ +((خوران ڤهخوارن رووژێ قهتهك نان گههابايێ باش بوو، هندهك مالا شهش حهڤت رووژا نان نهديتن، زاروك گهنم دئانين كوتان دكرنه دانيك و زاروكا دخوار، مالا ئێزديا خراپ بوو)) +دگهل هندێدا دههان زاروك ژتێهنا ڤهتسين و ژبرسان مرن، بيێ كومالباتێن وان مهراسيمێن خاك سپاردنا وان بكهن. +ستاند ئاپ.. + Laleş (Rûdaw)- Hejmarek mezin ji koçberên Kurdên Êzdî yên ku ji Şingalê û navçeyên derdora wê reviyane, xwe li perestgeha Lalişê girtine. Ew li wir rojên xwe derbas dikin û bi xwarin û vexwarina ku wek alîkarî ji wan re tê pêşkêşkirin, dijîn. +Koçberên di nav perestgehê de mîna koçberên din ên Şingalê ku li seranserê parêzgeha Duhokê belav bûne, bi tenê yek xwesteka wan heye û bi hêvî ne ew xwestek zû pêk were. +Perestgeha Laleşê dibe wargeha derbederên ezdî, Benaz û dapîra xwe ji wan derbiderane ko tiracîdiya êzdiya jî ew dûrî hev nexistin û li hêviya wê yekê ne ko vegerin çiyayê Şingalê +Benaz ew keçke ku bavê wê berî şeş salan jiyana xwe ji dest dabû, +Benaz li gel dêpîra xwe li Giruzêr li Çiyayê Şingalê jiyan dikir, niha ew jî mîna êzdiyên wî çiyayî derbider bû ye û ew dapîra xwe li Perestgeha Laleşê bi cih bûne li gel 3000 penaberên din niha li li Laleş in. +Perestgeha ku her deverê wê bû ye warek ji derbiderên êzdîxanê re lê jiyaneke aştiyane derbasdikin û du-a yan hildidn ji yezdanê dilovan re da bi wan ve were lewma ew dibêjin ev fermana ha ya herî girane. +Trajedyaya bi serê êzdiyan hatiye kir ye ko mafê normal bo her mirovî li cîhanî ko li mala xwe bi rûmet bijî ew li ba zarên îzîdxanê bibe hêviyeke mezin. +Zilam û pîrên temen mezin bi kula zarokên xwe ne ka wê ayendeya wan çawa û wê çawa dûrî fermanên wiha bibin careke din. +Derbiderên êzdî dudilên derbarê vegera xwe lê ew bêtir çavlirêne bi parstineke taybet bo wan da karibin jiyana xwe bi aramî derbas bikin + + +Celewla (Rûdaw)- Şerê giran di nav Hêzen Pêşmerge û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de didome. + +Ji ber şerî, jiyan li bajarî sekiniyê. Gel piştî şer dest pê kir, ji malên xwe reviyan û berê xwe dan deverên bi ewlehî. + +Pêşmergeyan kontrola bajarî kirine lê belê ji ber şerî gelek malan ziyan dîtiye. + +Şer her çi qasî giran jî be moralê pêşmergeyan baş e. + +Rûdaw TV, li herêma şerî ye... + +Pîranşar (Rûdaw) – Zarokên gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê yên ku di bûyera şewata dibistatnê de birîndar bibûn, ji bo çareserkirina tengavî û derên xwe li ber avahiya Serokomariya Îranê ya li Tehranê kom bûn lê bi destê vala vegeriyan. Nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî jî dibêje, ez êdî li ser zarokên Şînawê tiştekî nabêjim! + +keçên mexdûr ên bûyera şewata dibistana seretayî ya keçan a gundê Şînawê yê girêdayî Pîranşarê duh (16ê Tebaxê) bi malbatên xwe re çûbûn Tehranê û bo çareserkirina derd û daxwaziyên xwe li ber avahiya Serokomariya Îranê kom bibûn. + +Parêzerên zarokên Şînawê ev yek piştrast kirin û gotin, zarokên birîndar ên Şîngawê û malbatên wan li ber avahiya serokomariya Îranê kom bûn û nerazîbûna xwe li hember bêdengiya rayedaran li ser arîşe û tengaviyên xwe anîn ziman. +Yek ji parêzerên zarokan bi navê Husên Ehmedî Niyaz ragihand, mixabin arîşeyên wan zarokan pir in ji ber ku şîrketa bîme ya Îranê bi hêceta ku ew zarok keç in bi temamî wan qerebû (bîme) nake her wiha paşeroja wan zarokan zêde ronahî nîne. + +Ehmedî Niyaz berê gotina xwe da Serokomar Hesen Rûhanî û wiha got: ";Hesen Rûhanî bixwe mafnas e ji ber wê jî em li bendê bûn mîna mafnasekî nêzîkî derd û kulên wan zarokan bibe."; + +Bavê yek ji keçên birîndar jî li ser wê çalakiya nerazîbûnê got, ji me re gotibûn emê mûçe bidin wan zarokan lê ev du sal bi ser re derbas bû hîn jî ew soz nehatine cîh. Her wiha dibêjin ji ber ku zarokên hank eç in emê tenê nîvê bîmeyê bidin ev jî nehatiye cîh. Niha keça min tiliyên xwe ji dest dane, guhê wê kerr bûye rewşa wê jî pir xirab e hêviya me ew e ku guh bidin daxwaziyên me. + +Ji aliyekî din, nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî ragihand, ew êdî li ser zarokên gundê Şînawê tiştekî nabêje û wiha got: ";Ji ber ku dema ez li ser vê mijarê diaxifim hevkarê min nûnerê Pîranşarê Resûl Xizrî hers dibe."; + +Li gorî agahiyan, beriya niha nûnerê Pîranşarê di Parlamentoya Îranê de Resûl Xizrî ku gelek caran bi arîşeyên zarokên Şînawê re eleqedar dibû, oltîmatom dabû Fettahî ku êdî li ser zarokên Şînawê daxuyanî need. + +Demek kurt piştî bûyera Şînawê, serokê parlamentoya Îranê Fettahî, Xizrî û parlamenterekî din erkdar kiribû ku li pey bûyera Şînawê herin. + +Roja 5ê Kanûna 2012an, li gundê Şînawê yê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê sobeya dibistana seretayî ya keçan a gund agir pêketibû û di encamê de dibistan hemû şewitîbû. Di bûyerê de 2 zarok mirin û 27 jî birîndar bûn ku birîna hinek ji wan derdora %45 bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku êrişên çekdarên DAIŞê li dijî kurdên êzdî bi hemû awayekî jenosîd e. Barzanî ji Parlamentoya Iraqê jî xwest, êrişên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek jenosîd pesend bike. + +Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya. + +Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê, êrişên DAIŞê li dijî Başûr bi taybet devera Şingalê kir û ragihand, ew bûyerên ku bi ser xûşk û birayên êzîdî de hatine û sûcên ku terorîstên DAIŞê derheqê wan de dike bi her pîvanekî jenosîd e û wiha got: + +";Ev êriş û trajediya piştî bûyerên Helebce û Enfalê mezintirîn trajediya ye ku tê ser gelê Kurdistanê. Ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Parlamentoya Iraqê dixwaze êrişên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî wek jenosîd pesend bike û li gorî wê tevbigere."; + +Barzanî li ser rewşa koçber û penaberên êzîdî û mesîhî yên ku ji ber êrişên DAIŞê neçar mane ji cîh û warê xwe birevin jî got, rewşa awareyan trajediyeke mirovî ye û pêwîstî bi alkariya navdewletî heye. + +Li ser rewşa şerê li dijî DAIŞê û hêzên Pêşmerge jî Serokwezîr Barzanî diyar kir, di warê serbazî de guhertinek mezin heye û hêzên Pêşmerge li hemû eniyên şer de pêşve diçin. + +Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokê Amerîka Barack Obama û welatên din ên cîhanê jî kir ku bi hewara gelê Kurdistanê hatin û di şerê li dijî DAIŞê de pişta hêzên Pêşmerge girtin. + +Di civînê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir jî behsa rewşa eniyên şer û hêzên Pêşmerge kir û got, hêzên Pêşmerge li seranserê sînorê Herêma Kurdistanê di nav şer de ne û li dijî DAIŞê şer dikin û heta niha derbên giran li wê koma radîkal dane. + +Seyîd Qadir anî ziman ku nebûna hêzeke niştimanî û profesiyonel a pêşmerge li Herêma Kurdistanê aliyekî lawaz ê hêzên Pêşmerge ye ev jî divê were çareserkirin. + +Wezîrê Pêşmerge da zanîn, hatina çekan bo Kurdistanê didome û ew çek li gorî pilan û pêwîstiyan bi ser eniyên şer de tên belavkirin. + +Efrîn (Rûdaw/ANHA) - Li gundê Kemrûkê yê navçeya Mabeta ya Efrînê şûnwarê aşeke avê ya kevnar ku vedigere nêzîkî 200 sal berê, hat dîtin. Ew aş di sedsala 18’an hatiye avakirin û di sala 1992’an piştî ku tunela avdaniyê hat çêkirin bi temamî hat rawestandin û hilweşiya. + +Yek ji aşên kevnar ên herêma Efrînê aşê gundê Gemrûkê ye û beriya nêzîkî 200 sal li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta ya Efrînê li ser çemê Efrînê hatiye avakirin. + +Derbarê dîroka wê aşê de welatiyê bi navê Mehmûd Birîm ê ji gundê Gemrûkê wiha got: + +";Dîroka avakirina aş li gorî min ji bapîrê xwe bihîstiye, vedigere nêzîkî 200 sal berê û ji aliyê malbateke Ermenî ve hatiye avakirin. Aşav li ser çemê Efrînê hatiye avakirin û bi avê dihat gerandin. Ava çem di coyên taybet re diherikî û perwaneyên aş ku bi kevirê Bazilt (yên wekî destarên mezin hatine çêkirin) ve hatine girêdan, digerandin."; + +Birîm diyar kir ku di aşavê de du kevirên bazilt (destarên mezin) hebûn û di bin bermahiyên lehiyan de man. + +Mehmûd Birîm da zanîn ku aş ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn û ard çêdikir. Vê aşê pêdiviya hemû gundên derdorê ji ard pêk dianî. + +Birîm di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber lawazbûna pilanên rêjîma Beisê di warê çandiniyê de, aş ji sala 1992’an ve bi temamî hat rawestandin. Her wiha ji ber ku coya ava avdanê di nîvê aşê kevnar re hat birin û sûlava li ser çem jî hat hilweşandin. + + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pir nêzîkî bendava Mûsilê bûne û ";tenê 2 kîlometr"; maye bendavê bi temamî ji destê DAIŞê derbixin. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li nêzîkî bendava Mûsilê ragihand, hêzên Pêşmerge niha gihîştine derdora Tilkêfê û pir nêzîkî bendavê bûne. + +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li eniya Mûsilê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn bi awayekî pilankirî û rêkûpêk li dijî DAIŞê şer bikin. + +Li ser teqandina bendavê jî wî fermandeyî got, li gorî min tiştekî wisa çênabe ji ber ku ti hêzek newêre wê yekê bike. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, bi dehan kuştiyên DAIŞê li wan deran ketine… + +Hewlêr (Rûdaw)- Walîtiya Amedê , li ser îdîa danîna peykerê yekem Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan Mehsûm Korkmaz li licê dozek vekir. + +Amed (Rûdaw) – Walîtiya Amedê ragihand, li dijî danîna peykerê fermandeyê PKKê Mehsûm Korkam li gundekî Amedê, doz vekiriye. + +Alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 30emîn salvgera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê li dijî Tirkiyeyê de li gundê Sisê yê Amedê şahiyek li dar xistibûn. + +Piştî şahiyê peykerê fermandeyê PKKê di yekemîn çalakiya leşkerî de Mehsûm Korkmaz bi navê kod Egîd li gund danîbû, ev yek di medyaya Tirkiyeyê de bibû rojev. + +Ji ber wê jî Walîtiya Amedê îro ragihand, li dijî danîna peykerê Mehsûm Korkma li wî gundî doz vekiriye da ku kesên ew peyker danîne bên cezakirin. + +PKKê roja 15ê Tebaxa 1984an dest bi şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê kiribû. Yekemîn çalakiya leşkerî ya PKKê jî li navçeya Eruhê ya Sêrtê bi fermandehiya Mehsûm Korkmaz pêk hatibû. + + + Hewlêr (Rûdaw)- Moleta ku Desteya Navxwe ya Kantona Cezîrê dabû partî û sazyan ji bo ku ruxset û destûra kar bistînin, duh, 17ê tebaxê qediya û Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ji bo vê yekî dicive. +Desteya navxwe ya Kantona Cezîrê di 16 tîrmehê de moletek heta 17 tebaxê dabû hemû partî û sazîyan li Cezîrê daku ruxsetê bistînin, herwiha raghandibû ku yê ruxsetê nestîne wê hemû ofîsên wan bên girtin. +Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çend partî û rêxistnên ciwanan jî pêk tê, dibêje ew îtîrafê bi wê rêveberyê û biryarên wê nake û ruxsetê jî ji tu kes û aliyekî nastîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêza Parastina Gel HPGê diyar kir, wan li hember çêkirina bendavan li navçeya Karborana Mêrdînê û gundê Tilîk ê girêdayî navçeya Qaxizmana Qersê çelakiyên hişyariyê pêk anîne. +HPG di daxyaniyekî nivîskî de ragihand ku, Gerîlayên wan bi buneya salvegera pêngava 15ê Tebaxê li hemberî şantiyeya Gulsa ya li Qersê çalakiyeke hişyariyê pêk anîne. +Navenda Çapemenî û Ragihandina HPGê anî ziman ku, Ji aliyê Fermandariya wan ya Eyaleta Mêrdînê ve li hemberî Bendava li navçeya Mêrdînê Kerboranê tevî gelek caran hişyarî hatiye dayîn jî çêkirina wê didome gerîlayên HPGê di 13ê Tebax û şazdeyê Tebaxê de çend rêzeçalakiyên bi armanca hişyariyê pêk anîne. +Wek tê zanîn partiyên bakûrê kurdistanê hikûmeta Tirkiyê tometbar dikin ku, piştî pêvajoya aşitî di navebra wê û PKKê de dest pê kir, û bi armancên leşkerî, çêkirina bendav û qereqolan zêde kir. + +Mûsil (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge derbasî nava komlegeha kargêrî ya Bendava Mûsilê dibin û çekdarên DAIŞê jî pira sereke ya xwarî bendavê diteqênin. + +Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Pêşmerge çûn nava komlegeha kargêrî ya Bendava Mûsilê, lê hîn teqeyek kêm maye."; + +Derbarê kontrol kirina wê deverê jî, çavkaniyê diyar kir ku: ";Hêzên me li başûrê bendavê ne, heta niha gundê Babnnêd û tevaya wê navçeyê di destê me de ye."; + +Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku, aliyekî bendavê û komelgeha kargêrî ya bendavê di dest wan de ye lê got: ";Hebûnek lawaz a çekdarên DAIŞê li aliyê din ê çiya heye û omêda mayîna wan li wî sînorî kêm e, lewma pira serekî ya xwarî bendavê teqandin."; + +Ji aliyê xwe, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li eniyên şer, Hêvîdar Ehmed got: ";Hêzên Pêşmerge karîn deriyê Bendava Mûsilê kontrol bikin û ew niha di pêşengiyê de ne."; + +Herwiha peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, hîn çekdarên DAIŞê li nêzîk bendavê mayîne. +Dihok (Rûdaw) – Di komkujiya gundê Koço yê Şingalê de ku bi dehan kes ji aliyê çekdarên DAIŞê de bi yekcarî hatin kuştin, 3 kes rizgar bibûn, ew sê kesên han îro gihîştin Dihokê. + +Yek ji wan sê kesan ji Rûdawê re behsa komkujiyê û çawaniya rizgarbûna xwe kir û got, destpêkê çekdarên DAIŞê ji me re gotin êdî em tiştekî nabêjin we û emê we efû bikin lê paşê dest bi komkujiyê kirin. + +Wî rizgarbûyî Koço ev agahî dan Rûdawê: + +-15 seyare hatin, bi sîleh û çekan hatin. Hemû kom kirin, divê hemû kes kom bikin. +-Di nav nîv saetê de hemû kom kirin. Em xistin nav medresê. Ehmed Caso re gotin, me ji we re gotin bibin misilman lê hûn nebûn misilman. Lê çend rojan berê ji me re gotibûn emê we efû bikin. +-Lê piştî 5 deqeyan gotin pereyên xwe bînin bidin me. +-Paşê gotin heçiyê mobîl hene bînin. Piştî wê gotin bila jin zêrên xwe bînin, ne pere ne telefon ne jî zêr man. +-Zêdetirî 10-15 kes birin, em birin nêzîkî sîbayê. Hemû kuştin. Min xwe mirand min xwe nelivand… + + +Îlam (Rûdaw) – Li devera Mormorî ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 6.2 pileyan hejiya û herî kêm 250 kes birîndar bûn. + +Îro danê sibê li devera Mormorî ya girêdayî bajarê Avdananê ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 6.2 pileyan hejiya. + +Li gorî amarên fermî, herî kêm 250 kes ji ber erdhejê birîndar bûne her wiha zirarek mezin gihîştiye avahî û xaniyên welatiyan lê heta niha nayê zanîn ka ji ber erdhejê ti kes miriye yan na. + +Hat gotin ku birîndar li bajarên Dêhloran, Avdanan û bajarê Loristanê (Xûzistan) tên dermankirn. + +Li gorî agahiyan, xelkê Mormoriyê hemû li malên xwe derketine ji ber ku piştî erdhejê herî kêm 80 carên din jî erd hejiyaye. + +Tîmên rizgarkirin alîkariyên mirovî yên mîna ava û xwarinê digihînin xelkê ku ji tirsa erdhejê ji malên xwe reviyane. + +Qaymeqamê Avdananê jî ragihand, 2 hezar û 700 xanî û avahiyên Mormoriyê ji ber erdhejê zirar dîtine. + +Zûmar (Rûdaw) – Li gundekî devera Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 17 çekdar hatin kuştin. + +Jêderekî ji Fermandehiya hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, duh li gundê Omer Xalid ê nahiyeya Zûmarê 17 çekdar di şer de hatin kuştin û 2 otomobîlên wan jî hatin şewitandin. + +Ev çend roj in balafirên şer ên Iraq û Amerîka çeper û çekdarên DAIŞê li derdora bendava Mûsilê didin ber bombeyan. + +Bendava Mûsilê îro bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + + +Dihok (Rûdaw) – Li gorî agahiyên ku mezinekî gundê Koço yê Şingalê dane Rûdawê, ji 1707 zilamên tenê 180 kesan karîn ji komkujiyê rizgar bibin, her wiha 420 zilam jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatine kirin. + +Roja îniya borî (15ê Tebaxê) li gundê Koço ku 20 km dûrî bajarokê Şingalê ye û gundên derdorê hemû ereb in, bi dehan zilamên gund ku hemû kurdên êzîdî ne bi hêceta ku nebûne misilman ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatin kirin. + +Mezinekî gundê Koço bi navê Naîf Caso ku şevekî beriya komkujiya Koço çûbû Dihokê ji mirinê rizgar bibûn. Caso li ser komkujiyê ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê destpêkê baş nêzîkî gundiyan bibûn ji wan re xwarin anîbûn, nexweş biribûn nexweşxanê. + +Naîf Caso anî ziman ku çekdaran ji ber wê yekê baş nêzîkî gundiyan bibûn ku wan vegerînin ser ola îslamê lê dema zanîn gundî nabin misilman dest bi komkujiyê kirin. + +Li gorî agahiyên Caso, cara ewil derdora 105 malbatên gund xwestibûn ji gund birevin lê li nêzîkî Geliyê Qinê û gundê Tilqesebê ku 10 km dûrî Koço ye, çekdarên DAIŞê pêşiya wan girtibûn û 62 zilam ji wan komkuj kirin jin û zarok jî revandin. + +Wî mezinê gundê Koço wiha domand: ";Hezar jin û zilamên din ên gund jî birin cihekî nediyar. Heta bûyera Şingalê jî me dizanîbû sax in lê niha em nizanin çi hatiye serê wan."; + +Naîf Caso, da zanîn ku herî kêm 420 zilam, jin û zarok li gundê Koço ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û wiha got: ";Cara ewil hinek komkuj kirin lê 3 kes ji ber ku ketibûn bin cenazeyan rizgar bibûn û reviyabûn çiyayê Şingalê. Cara duyem jî 4 kes ji komkujiyê rizgar bibûn û ji mirinê filitîbûn."; + +Caso diyar kir ku ji gundê Koço tenê 180 kesan karîne ji komkujiyê rizgar bibin û bi silametî derbasî bajarê Zaxoyê bibin. + +Ji aliyekî din, berpirsê PDKê li Şingalê Qasim Şeşo jî ji Rûdawê re got, li gorî agahiyên ku gihîştine me derdora 1000 kesên gundê Koço zindî ne û niha li Tileferê ne. + +Qasim Şeşo da zanîn, çekdaran ji wan re gotine nehêlin balafir li wan bidin da ku ew bikarin wan girtiyan berdin û bi silametî bigihînin cihên xwe. + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji devera Tilkêfê ya nêzîkî Mûsilê re ber bi bendava Mûsilê diçin û hewl didin pêşiya teqandina bendavê ji aliyê DAIŞê ve bigirin. + +Piştî ku bendava Mûsilê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge, tê gotin ku DAIŞê deverên derdora bendavê bi teqemeniyên mîna TNT hatiye bombekirin lewma hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi tedbîr nêzîkî bendavê dibin. + +Jêderekî taybet ji Rûdawê re got, hêzeke taybet a Pêşmerge û hêzeke taybet a artêşa Iraqê bi fermandehiya Fazil Berwarî xwe nêzîkî bendava Mûsilê kirine û otomobîlên taybet ên pûçkirina TNT bi xwe re birine. + +Li gorî pisporên serbazî, piştî ku Amerîka zanîn DAIŞ nikare bendava Mûsilê biteqîne dest bi bombebarana çepên wê rêxistinê yên li derdora bendavê kir. + +DAIŞê roja 8ê vê mehê bendava Mûsilê ku bendava herî mezin a Iraqê ye, zeft kiribû lê piştî çend rojan bombebararn û êrişên hêzên Pêşmerge bendav îro bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge. + +Mûsil (Rûdaw) – Li derdora bendava Mûsilê di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de herî kêm 23 çekdar hatin kutşin û 6 çekdar jî dîl hatin girtin. + +Berpirsekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, îro li derdora bendava Mûsilê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de derket. + +Wî jêderî da zanîn, di wî şerî de 23 çekdar hatin kuştin, 6 çekdar dîl hatin girtin her wiha pêşmergeyek jî şehîd bû. + +Li gorî agahiyên wî berpirsê pêşmerge, bendava Mûsilê bi temamî hatiye kontrolkirin lê guman tê kirin ku devera bi navê Behir Sinaî ya bendavê hatibe bombekirin. + +Beriya niha jî berpirsekî Pêşmerge ji Rûdawê re gotibû, hêzên taybet ên Pêşmerge û artêşa Iraqê hewl didin ew TNT û teqemeniyên ku li derdora bendavê ji aliyê DAIŞê ve hatine bicîkirin, pûç bikin. + + +Wan (Rûdaw)- Serokê Komeleya Mazlum-Derê ya Şaxê Wanê Yakup Aslan û çiyager Omer Demez bo mebesta protestokirna êrişên DAIŞê yên li dijî Şingalê ji herêma Feraşînê ya Colemêrgê heta bajarê Wanê meşiyan. +Aslan û Demez roja şemiyê (16ê Tebaxê) saet 12.00ê bi pankarta ";Şingal Kerbeleya Duyemîn e"; ji devera Feraşînê ya bajarê Colemêrgê bi rê ketin û îro (18ê Tebaxê) saet 12.00ê gihan Wanê. +hevşaredarên Wanê Hatîce Çoban û Bekir Kaya li Wanê pêşwazî li Aslan û Demez kirin. +Yakup Aslan li ser vê çalakiya xwe ji Rûdawê re got, wan tenê bi şev 5 saetan bêhna xwe vedane û tim bi gavên mezin meşiyan. +Aslan ragihand ku piştî ji çiyayên Feraşînê derbasbûn rêya xwe li hin gundan xistine û gundiyan jî eleqeyek baş nîşanî wan dane. +Serokê şaxa Wanê ya Mazlum-Derê Aslan diyar kir ku di heyama vê meşê de rastî ti nexweşiyekê wisa nehatin ku pêwîstî pijîşk bike. +Çoban û Kaya jî ji bo hestiyariya Aslan û Demez spasiya wan kirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnemaya amerîkî ya Wall Street Journalê di raportekê de behsa şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, çekdarên DAIŞê ji şervanên jin ên YPGê ditirsin û ji wan direvin. + +Çekdarên DAIŞê dema dadikevin şer û dibihîsin ku gerîlayên YPGê yên jin di nav şer de hene hêrs dibin û eniya şer diterikînin. + +Ji ber ku li gorî baweriya çekdarên DAIŞê, eger ew bi destê gerîlayên jin ên YPGê bên kuştin dê neçin bihiştê!!! + +Rûdaw (Hewlêr)- Kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, wê ji niha û pêve bikeve bin serpereştiya rêxistin UNICEFê. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro, 19ê tebaxê, wê Kampa Newrozê bi awayekî fermî ji bin serpereştiya rêveberiya kantona Cizîrê derkeve û têkeve bin serperştiya UNICEFê. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, nêzîkî 10 hezar koçberên ku ji Şingalê reviyane, li Kampa Newrozê dimînin. +Kampa Newroz îsal hatiye avakirin û li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve. +Rêveberiya kantona Cizîrê dibêje, ew kamp ji aliyê wê ve hatiye avakirin û vekirin, lê belê wezîrê ragihandina Sûriyê Umran Zuhbî ji Rûdawê re got ku hikûmeta Sûriyê ew kamp ji bo koçberên Şingalê vekiriye. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serpiriştiyarê Hêzên Pêşmerge li eniya Dubiz, Xalid Şiwanî ji hewlek kuştinê rizgar bû. + +Derbarê bûyerê de, Xalid Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, 19ê tebaxê, serê sibehê, em ji Dubiz ber bi Kerkûkê ve vedigeriyan, dem em ji gundê Baciwan ku gundek erebnişîne derketin, 3 bombeyên vedayî bi karwanên otombîlên me de teqiyan."; + +Şiwanî da zanîn jî ku otombîlên wan gullenebir bûn, lewma ti ziyanê mirovî ji encama teqîna wan bombeyan neketin. + +Navbroî diyar kir ku, hin ziyan gihiştine otombîlên wan. +Amed (Rûdaw)- Li Liceya navçeya Amedê, ji aliyê leşkerên tirk ve, peykerê Mahsum Korkmazê fermandarê PKKê hat hilweşandin. Piştî bûyerê pevçûn derket, di encamê da kesekî jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn. +Leşkeran vê sibê saet 6an ji bo rakirina peykerê fermandarê PKKê Mahsum Korkmaz dest bi operasyonê kir. Gelê li qadê bûyî kom jî li dijî vê derket. +Di encam bûyeran de kesê ku bi navê Mehdî Taşkin (24) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Kesê ku bi navê Savaş Topkaya jî bi guleyan birîndar bû. +Li gundê Sisê ya navçeya Liceyê, par ji bo gerîlayên PKKê yên di şerî de jiyana xwe ji dest dayîn ";Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar"; hatibû avakirin. +Di 30mîn salvegere detspêkirina PKKê ya şerî de li gundê Sisê ya Liceyê peykerê Mahsum Kormaz hatibû çikilandin. +Mahsum Korkmaz weke fermandarê serdegirtina 15ê Tebaxê ya 1984an de li Dihê û Şemzînanê tê zanîn. +Dozgeriya Amedê ya Komarê jî piştî çikilandina peykerî, bi hêceta ";propagandaya terorê"; lêpirînek dabû destpêkirin. +Di encam lêpirsînê de Dadgeha Liceyê bi hêceta ";alava sucê"; biryara destdayîna peykerî dabû. + + +Kamîraman ..hejar xorşîd +Penaberên Kempa Muqiblê yên di sala 2004an de ji Rojava yê Kurdistanê penaber bûn ,piştî serhildana 12 avdarê +ew piştî deh salan dibêjin ko rewşa wan weke xwe ye û bi riya RûDAWê doz dikin ji rêxistinên navdewletî herwiha ji hikûmeta kurdistanê ko dawî li piştguhkirina wan werînin +ebd el-ezîz ¤WA0 4832 ¤WA1 4800 birîndarekî serhildana 12 avdarê +Ebd el-zîz lawê amûdê yek ji ciwanên kurd yên di roja 12 avadarê sala 2004 an de, birîndar bû bû ..piştî deh sal û çend meha ser serhildanê hê ne hatiye dermankirin û ew li kempa muqbilê ye li parêzgeha duhokê +Ne tenê ebd el-ezîz lê 85 malên li Kempa Muqiblê bi cih bûne , dibêjin ew piştguhkirîne..tevlî ko ew dibêjin ewan deryek ne hiştin û berê xwe ne danê de, lê ne rêxistinên navdewletî,ne jî rêxistin û dezgehên fermî li başûrê kurdistanê bi çavê alîkariyê li wan nerînê +Ji bilî 85 malên kempa muqiblê, 88 malên din ko ew sala 2004 an penaber bûne ew bûne xwedî xanî û çavdêrî, +lê penaberên kempa muqiblê nizanin sedema ko dike çi penaberên ko li başûrê kurdistanê bi cih bibin ji penaberên rojava yê kurdistanê yên piştî kirîza sûriyê hatine ta bi penaberên mûsilê sala 2014 û penaberên êzîdî ji çiyayê şengalê yên di rojên dawî gihaştin parêzgeha duhokê,ew tev li wan bê nerîn bi çavê ko pêwistî alîkariyê ne, +tenê kempa muqiblê ne di xişteya karê dezgeh û rêxistina de ye . +Ji ber vê yekê penaberên li muqiblê destê xwe nedan ber rû wê xwe û ewan xwe bi xwe hewl dan rewşa akincîbûna xwe baş bikin li gorî şiyanên nav destê wan de +Bê bawerin ko îdî wê alîkariyan wan bibe eve ziman hale penaberên kempa muqblê lewma ew ragihandinê dibînin hêviya xwe ya dawî + + +Rûdaw (Hewlêr)- Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de rexneyên giran li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û ragihand ku ew, pêgirî biryarên rêveberiyên xweser ên PYD û ";çekdarên wê"; nabin. + +Encûmena navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ku piştî bidawî hatina civîna wê duh, 18ê tebaxê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê weşandibû, ragihand ku ew ";Hemû biryar û merasîmên ku ji aliyê rêvebriyên xweser ên PYD û ";çekdarên wê ve derdikevin";, wek amajeyekê bo Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina JInê YPJ û hêzên asayişê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, nakin. + +Herwiha encûmena navendî ya PDK-Sê ew biryar û merasîmên rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê bi ";Hewldan bo binçavkirina jiyana siyasî li deverên Kurdî"; da zanîn û got ku ew, rewşê bêtir aloz dikin û perçebûna cadeya kurdî zêde dike û dibe sedema nearamiyê û koçberiya zêde ya kurdan ji deverên xwe. + +Di çileya sala 214an de, PYD, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojayê Kurdistanê ye, û çend hevalbednên wê ji Kurd, Ereb û Mesîhî û bêy beşdarî rezamendiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rojavayê Kurdistanê kirin 3 beş (Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Koantona Efrînê) û li her beşekî rêvebriyek bi navê, rêveberiya xweseriya demokratîk, pêk anîn, bêy ku ti sîmaya Kurdî ya jî Kurdistanê bide wan rêvebriyan. + +PDK-S, ku di 4ê nîsana îsal de ji encama yekîtiyê di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), herdu baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û wek hevalbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, kiryarên bi kîn û biryarên şaş ên rêvebrî û çekdarên PYD tenê xizmeta rejîma Sûriyê û berdewamiya wê dikin û zirarê dighînin yekîtiya rêz û hewlesta Kurd û dijberiyeke Kurd-Kurdî nêzîk dike. + +Herwiha encûmena navendî ya PDK-S daxwaz ji PYD kir ku, ji wan hewlestên xwe yên borî û hemû biraya û tedbîrên nerewa derheqê gel de vegere û demlidest hemû girtiyên siyasî serbest berde, û êdî nema tevgera siyasî ya Kurd têxe goşe û quncikên cihê şermê de. + +Di dema borî de, rêveberiyên xweseriya demokratîk li her yek ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê du biryar pejirandin ku bûn sedema kûrbûna nakokiyên di navbera wan rêvebriyan û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ku PDK-Sê pêkhatek sereke ye ji pêkhatên wê. + +Her du birayrên rêvebriyên xweser derbarê, xizmeta leşkerî ya neçar, ku her kesê temenê wî di navbera 18-30 dalî de li xwe vedigire û li ser wan feriz dike ku 6 meh an tevlî pewerdeya leşkerî bibin. Biryara duyem jî derbarê yasaya partiyên siyasî yê, ku li gor wê dibe her partiyek siyasî ku bixawze li Rojavayê Kurdistanê kar bike, destûr û rûxsetê ji rêveberiyên xweseriya demokratîk werbigre, yan dê karên wê bê qedexe kirin û ofîsên wê bên girtin. Ew her du yasa jî bi hemû awayan ji aliyê ENKS û partî û pêkhatên nava wê tên red kirin. + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Amedê ji ber aloziya ku di encama rûxandina peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de derket, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî 2 sivîl jî birîndar bûn. KCKê jî banga xwepêşandanê li gel kir. + +Ji ber ku leşkerên Artêşa Tirk peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz rûxand û xelkê Licê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, leşkeran bi gulleyan û bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kirin. + +Di mudaxaleya leşkeran de welatiyê bi navê Mehdî Taşkin jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan di dema mudaxaleyê de leşkerekî pispor jî birîndar bû. + +Cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Di otopsiyê de jî derkete holê ku Taşkin bi gulleyê hatiye kuştin. + +Li ser vê yekê gelek kes li ber nexweşxaneya fakûlteyê kom bûn û cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo definkirinê ber bi Licê ve bi rê kirin. + +Darbesta Taşkin bi ala PKK’ê hate xemilandin. Girseya li ber nexweşxaneyê di dema birêkirina cenaze de dirûşma ";Şehîd namirin"; berz kir. + +Piştî ku bûyera Licê deng veda, Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê jî bi daxuyaniyek diyar kir ku AKP bi agir dilîze û divê dawî li van êrîşên xwe bîne. Ciwanên YDG-H’ê jî banga serhildanê li xelkê kir. + +Bûyerên gundê Sîsê yê bi ser Licê jî hê jî berdewam dikin. Riya di navbera Licê û Çewlikê de jî hêj ji aliyê leşkeran ve nehatiye vekirin. Aloziya li Licê berdewam dike. + +Navenda Giştî ya DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî rûxandina peykerê Mahsûn Korkmaz şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd dê li hemberî vê bêhurmetiya AKP’ê bêdeng nemîne. + +DBP’ê ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê xwest derbarê kuştina Mehdî Taşkin de jî lêpirsîn bide destpêkirin û kujerên Taşkin bêne cezakirin. + + +Rûdaw (Guwêr)- Li bajarokê Guwêr ya girêdayî navşeya Mexmûrê, piştî ku çekdarên DAÎŞê hatin derxistin û bajarok rizgar bû, êdî hilmetên ji bo vegerandina jiyana normal li wir destpêkirin. + +Bi vê armancê jî, şîrketek ji bo paqijkirina bajarokê bi hemahengiya di navbera Şaredariyên Guwêr, Mexmûr, Dîbege û çend navçeyên din hat encamdan. + +Tevî hewlên normalkirina rewşê, lê wek rêveberê bajarok dibêje, paqijkirin bi tenê nebese û pêwîste xizmetguzariyên din jî vegerin. + +Serbarê ku kêmasî di xizmetguzariyan de hene, lê hejmarek xelkê vegeriyane ser milk û malên xwe. Berpirsên Guwerê jî hêvîdarin ku malbat hemû vegerin û jiyana xwe ya asayî car din destpêbikin. + +Şirketa ku li Guwêrê hat encamdan, berî niha li Mexmûrê jî destpêkiribû, wek hewldanekê ye ji aliyên peywndîdar ji bo xelk piştrast bibin û car din li navçeyên xwe vegerin. + +Washington (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wan xortên êzîdî yên ji ber êriş û komkujiyên DAIŞê li ser Şingalê reviyane Rojavayê Kurdistanê, fêrî leşkerî û serbaziyê dike û wan çekdar dike. + +Wênegirê navdarê kovara amerîkî ya Foreign Policy Andrew Quîltî karî serdana wê kampê bike ku xortên êzîdî yên ji ber DAIŞê reviyane Rojavayê Kurdistanê tê de tên perwerdekirin û rewşa wan ji nêzîk ve bişopîne. + +Li gorî yek ji fermandeyên PKKê yên wan xortan fêrî leşkeriyê û bikaranîna çekan dike, dibêje hêza ku ji xortên êzîdî yên devera Şingalê pêk tê li derveyî devera Şingalê şer nake. + +Niha li ser çiyayê Şingalê gellek gerîlayên PKKê hatine bicîhkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed di raporekê de ku di hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de hat belavkirin, behsa wê dike ku gerîla nahêlin ala Kurdistanê li ser çiyayê Şingalê bê danîn. + +Her wiha hefteya borî li ser çiyayê Şingalê hêzên PKK nehîştibûn hêzên Pêşmerge û Amerîka pilana xwe ya êrişa li dijî DAIŞê bixin piratîkê. + +Naveroka rapora kovara Foreign Policy wiha ye: + +Kawe Şingalî, yek ji fermaneyên wê kampê ye ku ji bona fêrkirin û perwerdekirina milîsan du hefte berê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye çêkirin. Kawe dibêje, em van xortên ku dixwazin di rêya doza xwe de bimirin, fêr dikin. Xortên han ji gundên cur bi cur ên Şingalê ne. Şingal dikeve bakurê rojavayê Iraqê ku bi hezaran malbat (ku pirraniya wan êzîdî ne) ji ber êrişên çekdarên DAIŞê ji wê deverê reviyan. + +Wênegir Andrew Quîlît roja 17ê Tebaxa îsal li aliyê Sûriyê ligel yek ji yekîneyên ku ji xortên Şingalî pêk tê, ma. Baregeha wê yekîneyê nêzîkî deriyê Pêşxabûrê û li aliyê Sûriyê ye yanê dikeve aliyê Bakurê Herêma Kurdistanê. Ew xortên Şingalî dibêjin ew xwe fêrî leşkeriyê dikin da ku welatê xwe rizgar bikin. + +Hemû xortên ku perwerdeya leşkerî dibînin yek cur kinc li ber kirine û di destê wan de jî çeka ji curê klaşînkof heye lê çekdar destê Kawe Şingalî çekek amerîkî û ji curê M-4 e. Bi gotina Şingalî, Amerîka cara ewil ew çeka da artêşa Iraqê lê çekdarên DAIŞê di nîveka meha Hezîrana îsal de karîn wan çekan ji destê hêzên iraqî derbixin û wî jî ji DAIŞê standiye. + +Lê ew xort di bin aleke êzîdî de li hev kom nebûne belkî di bi navê erdîngariyekê de li hev civiyane, ew jî parastina Şingalê ye. + +Her çiqas yekîneyên leşkerî ji êzîdî, misilman û mesîhiyan pêk hatiye lê hemû xwe kurd dibînin. Kawe Şingalê ku temenê wî 35 sal e û nehîştiye wênegirê amerîkî yê Foreign Policy wêneya wî bigire, dibêje, tişta ku wan dide pêş îdeolojî û hizra olî nîne her wiha naxwazin li derveyî devera Şingalê şer bikin: ";Em baş nêzîkî her kesî dibin. Ji ber ku gel û millet hemû mîna hev in."; + +Endamên yekîneya Şingalî nû derbasî temenê 20 saliyê bûne yan jî kêmtir in. Beriya ku DAIŞ derbasî devera wan bibe pirraniya wan di nav artêşa Iraqê de bûn, hinek ji wan pêşmerge û hinek jî karkir bûn. Di nav wan de yên ku kesekî wan nehatiye kuştin yan revandin pir kêm e. + +Di kampa perwerdeyê de çekên seretayî didin wan. Ew çek ji aliyê YPGê ve tê dabînkirin. YPGê pirraniya deverên bakurê Herêma Kurdistana Sûriyê kontrol kiriye û nehîşt şerê navxwe yê Sûriyê derbasî wê herêmê bibe. + +Kawe Şingalî dibêje, PKK ku ji aliyê Amerîka ve wek rêxistineke terorîst tê naskirin û Herêma Kurdistanê jî di şerê Şingalê de beşdar in. + +Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de rexneyên giran li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û ragihand ku ew, girêdayî biryarên rêveberiyên xweser ên PYD û "çekdarên wê" namîne. +Herwiha Komîteya navendî ya PDK-Sê ew biryar û merasîmên rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê bi "Hewldan bo binçavkirina jiyana siyasî li deverên Kurdî" da zanîn û got ku ew, rewşê bêtir aloz dikin û perçebûna cadeya kurdî zêde dike û dibe sedema nearamiyê û koçberiya zêde ya kurdan ji deverên xwe. +Di çileya sala 214an de, PYD, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojayê Kurdistanê ye, û çend hevalbednên wê ji Kurd, Ereb û Mesîhî û bêy beşdarî rezamendiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rojavayê Kurdistanê kirin 3 beş (Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Koantona Efrînê) û li her beşekî rêvebriyek bi navê, rêveberiya xweseriya demokratîk, pêk anîn, bêy ku ti sîmaya Kurdî ya jî Kurdistanê bide wan rêvebriyan. +PDK-S, ku di 4ê nîsana îsal de ji encama yekîtiyê di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), herdu baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û wek hevalbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, kiryarên bi kîn û biryarên şaş ên rêvebrî û çekdarên PYD tenê xizmeta rejîma Sûriyê û berdewamiya wê dikin û zirarê dighînin yekîtiya rêz û hewlesta Kurd û dijberiyeke Kurd-Kurdî nêzîk dike. +Herwiha encûmena navendî ya PDK-S daxwaz ji PYD kir ku, ji wan hewlestên xwe yên borî û hemû biraya û tedbîrên nerewa derheqê gel de vegere û demlidest hemû girtiyên siyasî serbest berde, û êdî nema tevgera siyasî ya Kurd têxe goşe û quncikên cihê şermê de. +Di dema borî de, rêveberiyên xweseriya demokratîk li her yek ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê du biryar pejirandin ku bûn sedema kûrbûna nakokiyên di navbera wan rêvebriyan û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ku PDK-Sê pêkhatek sereke ye ji pêkhatên wê. +Her du birayrên rêvebriyên xweser derbarê, xizmeta leşkerî ya neçar, ku her kesê temenê wî di navbera 18-30 dalî de li xwe vedigire û li ser wan feriz dike ku 6 meh an tevlî pewerdeya leşkerî bibin. Biryara duyem jî derbarê yasaya partiyên siyasî yê, ku li gor wê dibe her partiyek siyasî ku bixawze li Rojavayê Kurdistanê kar bike, destûr û rûxsetê ji rêveberiyên xweseriya demokratîk werbigre, yan dê karên wê bê qedexe kirin û ofîsên wê bên girtin. Ew her du yasa jî bi hemû awayan ji aliyê ENKS û partî û pêkhatên nava wê tên red kirin. + + +Kuştiyên ku di encama êrîşên Erebên Bedû li ser bajarokê Dama yê parêzgiha Siweyda li başûrê Sûriyê ku akinciyên wê ji tayifeya Durûz in roja sêşemê di merasîmekê de têne binaxkirin û aloziyên dei navbera her du aliyên Durûz û Bedû yên ku sunemezheb in de metirsiya şer û pevçûnên berfireh li ser bingiheke tayifegerî tînin holê. +Endamê desteya cîbicîkar a Desteya Hemahengiya Niştimanî Salih Nebwanî ji bajarê Siweyda ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: Rejîma Sûriyê hiwil dan ku fitneyekê û dijberiyekê di navbera her du parêzgehên cîran, Siweyda û Dera çêbike lê belê aqilmend û şarezayên her du parêzgihan ev pilanên rejîmê pûç kirin û ji nav birin, lewra rejîm vê carê hewil dide ku vê fitne û dijberiyê di nav pêkhateyên parêzgiha Siweyda bi xwe de derxe. +Nebwanî da zanîn ku piştî ciwanekî ji erebên Bedû hatibû kuştin, xelkê bajarokê Dama bi kuştina wî tohmetbar kiribûn û bi karvedaneke tund çekdarên erebên Bedû bajarok gullebaran kiribûn û bi Hawinan jî topbaran kiribûn û di encamê de, 13 hemwelatî hatibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bibûn. +Nebwanî aşkere kir ku hinek grûpên oldar ên ku pêwendiyên wan ên nehênî bi dezgehên istixbarata hikûmeta Sûriyê re hene, daxwaz li hikûmetê kirine ku çekan radestî wan bikin, lê Nebwanî got ew di wê baweriyê de ye ku hikûmet dê bersiva van xwestekan ne de ji ber ku heta milîsên berevaniya Niştimanî ser bi hikûmetê ve çek û cebilxaneyên wan ji aliyê hikûmetê ve êdî nayên dabînkirin. +Nebwanî diyar kir ku niha alozî li deverê heye lê bi gotina wî ew di wê baweriyê de ye ku careke din hişmend û şarezayên her du aliyan dê karibin rê li pêşiya fitne û dijberiyê bigrin. +Rêberê Durzî û serokê Partiya pêşverû ya sosyalîsta Libnanî Welîd Canbulat di daxuyaniyekê de ji çapemeniya nêzîkî partiya xwe re hoşdarî dabû Durûzên Sûriyê ku tişta li parêzgiha Siweyda dibe ji lîştên rejîma Sûriyê ji bo encamdana fitneyekî ye û bang li wan kir ku ne kevin bi gotina wî vê davka rejîma Sûriyê. +Piştî destpêkirina şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û opozisyona Sûriyê de destpê kiribûn, gellek haletên revandin û kuştin ji xelkê her du parêzgehên hevsînor li başûrê Sûriyê Siweyda ku akinciyên wê durûz in û Dera ku akinciyên wê sunebezhebin encam dan lê bi destêwerdana rûsipiyên her du parêzgihan ew halet hatin sînorkirin. + +Bi fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lîjneyek ji nûnerê serokê herêmê, nûnerek ji wezareta pêşmerge û dadwerekî pêk hat, di vê hefteyê de wê ew komîsyon serdana parêzgeha Duhokê bike. +Piştî bi dûrxistina berpirsiyarê Liqê 17 yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Şengalê, behsa guhertina di çend piledarên eskerî jî tê kirin. +Endamê polîtbîroya Partî Cefer Îbrahîm dibêje, ew hîn jî li ser wê yekê îsrar dikin ku kesên xemsarî kiribin werin cezakirin. + + +Amed (Rûdaw) – Ew leşkerê tirk ê ku di bûyerên îro yên navçeya Licê ya Amedê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. + +Îro li navçeya Licê ya Amedê di navbera hêzên ewlehiyê yên ku peykera fermandeyê berê yê PKKê Mehsûm Korkmaz li gundê Sîsê yê Amedê hilweşandibûn û komek alîgirên PKKê de alozî derketibû û di bûyeran de welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 sivîl û leşkerek jî birîndar bibûn. + +Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew leşkerê birîndar bû pileya wî ya efseriyê hebû jiyana xwe ji dest da. + +Navê wî eferê tirk Ugur Înal bû û li nexweşxaneya Fakulteya Pijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de dihat dermankirin. + +Înal li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê ji dayîk bibû û li Mêrdînê xizmeta xwe ya leşkeriyê dikir lê ji ber aloziyê çûbû Licê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt (Karl Bîlt) de got, hikûmeta nû ya Iraqê ";firsenda dawî"; ji bona çareserkirina alozî û arîşeyan e. + +Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt îro bi şandeke parlamenterên Ewropayê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anî. + +Di civînê de Carl Bildt diyar kir ku bi şandeke Komîsyona Alîkariyên Mirovî ya Yekitiya Ewropayê re hatiye ku alîkariya Kurdistanê bike. Bildt piştevaniya welatê xwe û Yekitiya Ewropayê ji bo Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Wezîrê Derve yê Swêdê her wiha spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku alîkariya koçber û penaberan kirine û ew li Herêma Kurdistanê hewandine û ji destê DAIŞê rizgar kirine. + +Carl Bildt da zanîn, Yekitiya Ewropayê amade ye heta kirîz û alozî hebin alîkariya Herêma Kurdistanê bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serdana wezîrê swêdî û şanda pê re bo Kurdistanê hêvîbexş zanî û got, Kurdistanê di rewşek wisa de ye ku pêwîstiya wê bi alîkariya dostan heye. + +Barzanî ji mêvanan re got, Kurdistan niha şerê dewleteke terorîst dike ku bi ti pîvan û pirensîpan ve girêdayî nîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî diyar kir, hikûmeta nû ya Iraqê him firsendek baş e him jî firsenda dawî ye ji bo çareserkirina kirîz û aliyên welêt. + +Barzanî li ser vê yekê jî tekîd kir ku nabe hikûmeta nû xeletiyên hikûmetên din dubare bike lê divê stratejiyek nû rêbazek nû bide pêşiya ji ber ku eger wisa nebe dê arîşe û alozî kûrtir bibin. + +Tê zanîn, ev nêzîkî 4 meh bi ser hilbijartinên Iraqê re derbas dibin hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin. Lê herî dawî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm siyasetmedarê şîe yê iraqî Heyder Ebadî erkdar kir ku hikûmeta nû ava bike. +Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku li navçeya Wanê, Sêrêyê efserekî artêşa tirk mir, leşkerek jî birîndar bû. +Li gorî îdiaya medyaya tirkî, li Sêrêyê (Saray), li ser sînorî Tirkiye û Îranê Fermandariya Qereqola Sînorî ya Yamanyurtê tîmeke leşkerî şevê din ket kemîna gerîlayên PKKê. +Li gorî nûçeyê bi çekan gule li tîmê hat barandin. Di encamê de efserek mir, leşkerek jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi îro tê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê dest xistî, serokwezîrê Îtalyayê îro piştî nîvro saet 3yê dê bigihe Firokxaneya Nêvdewletî ya Hewlêrê. +Wekû tê zanîn piştî êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser navçeyên Başûrê Kurdistanê, gelek welatên Ewrûpî bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dabû û serokwezîrên xwe şandibûn Herêma Kurdistanê. +Herwiha serdana serokwezîrê Îtalyayê jî di vê çaroveyê de tê nirxandin. + + +76 mamoste li dibistanên kempa domîz ev heşt mehe mûşeyê xwe wernegirtine..mamoste ko ew jî penaberin û mûçe bi wan pêdiviyeke da rojînên xwe bibûrînin. +Sedema dernge ketina mûçeyê xwe nas nakin +Mamoste + +Mamosteyên ko mûçê xwe wernedigrtin dewama xwe dikirin û nêzîk bû sala xwendinê ya nû destpê bike û hê tişt derbarê mûşeya wan diyar ne bû ye +Mamoste +Rêveberiya giştî ya perwerdeya duhokê dibêjin ko ji bêtirî 400 mamoste li dibistanê kempa domîzin 360 mamoste mûçeyê xwe wergirtine +Hejar +Şeş dibistan li kempa domîzê ,yek li kempa domîz2 ,yek li war sîtî herwiha yek li kempa gewêlanê heye + +پرۆسهیا پارڤهکرنا ئالیکاریێن مادی ل سهر کۆچبهرێن شنگال و ناڤچهیێن دن ئێن باشوورێ کوردستانێ کو هاتنه پارێزگهها دهۆکێ، بهردهوام دکه. +ڤێ جارێ ژی، ئهو ئالیکاریا کو ژ ئالیێ وەزارەتا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ ڤە تێ پارڤەکرن، ل سهر کۆچبهرێن کو بهرێ خوه دانه قهزا زاخۆ هات بهلاڤکرن. + + +Di hin cûreyên vê dibistanê de pênc mal hene pêkve dijîn alîkariya wan dibe û xwarin tê amedekirin ji layê xêrxwazên parêzgeha û bo wan tê pêşkêşkirin . +Dema derberderiya êzîdiyan bi roja ket dibe ko çareyên din bo wan peyda bibin lewma ew dibînin ko xwarina amedekirî bo wan ne çareye ko rojekê tê bi zêde bûn û carna nayê +Rêjeya Alîkariya ji aliyê xêrxwaza ,rêxistinên hawarçûnê û rêxistanên navdewletî ber bi zêdebûnê ve ne lê dabaşkirina wan bi rengekî ne rêxistinî dike ko kêmasî têkevin hin deverên derbeder lê bi cih bûne +Parêzgarê duhok bo çarserkirina vê rewşa awarte komîteyeke rêxistinaharîkariyan bo awareyan li bi rêve bir ,ji çar endama û cîgirê parêzgar û bi serpirştiya parêzagarê duhokê +Bêtirî 700 hezar panber û derbederî li parêzgeha duhokê niha hene û dema çarseriya rewşa wan û vegerê bo deverê wan ne diyare +Kerkûk (Rûdaw)- Endamê Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel li mala xwe hat kuştin. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, endamê PDKÊ yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel, şeva borî li mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşê de Bêtel jiyana xwe ji dest da. +Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin. +Duhî jî berpirsiyarê Hêzên Pêşmerge yên Dûbizê Xalid Şiwanî di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi bi hevaltiya şandekê serdana Kampa Behirkê ya ser bi bajarê Hewlêrê ve dikin. + +Îro, 20ê tebaxê, Matteo Renzi bi serdanekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji Kampa Behirkê ragihand ku, Matteo Renzi û balyozê Îtaliya li Bexdayê û konsulê wî welatî li Hewlêrê serdana bi rê de bo serdana Kampa Behirkê. + +Peyamnêrê me ragihand jî, pêştir tîmek ji UNESCO gihiştî kamû û alîkarî ligel xwe anîbûn, lê heta niha ti alîkarî bi ser koçberan de nehatine belav kirin."; + +Kampa Behirkê ya koçbrên Rojavayê Kurdistanê ye û ser bi bajarê Hewlêrê ve ye. + + +Rûdaw (Hewlêr)- Hêzên Pêşmerge du gundên din ên ser bi qeza Mexmûrê ve kontrol kirin. + +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Demjimêr 7ê sibehê, hêzek ji yekîneya 47 a fermandeya Hewlêrê, li gor fermanek leşkerî ber bi her du gudên Mihîdî û Çwarguman ve bi rê ketin."; + +Wê çavkaniyê da zanîn ku, piştî ew gehiştin wan her du gundan ";Ti çekdarekî DAIŞê li wan nemabûn, niha hêzên me li wan gundan bi cih bûne û îro em 6 kilometiran bipêş ve çûne."; + +رهنگه گهلهك وێ هزرێ دكن كو چهكدارێن داعش ب تنێ بۆ نههێلانا بهشهكی شنگال دهربازی وێ ئاخێ بوون .... لێ كوردێن شیعه ومهسیحی ههمان قوربانی بوون وهك ئارمانجكرن ... ل سهر وێ چهندێ نه راوهستان وكوردێن سوونه مهزههب ژی وئهوێن بهشداریا شالغێن هاتنا داعش نهكرین ب ههمان شێوهی خهلكێ دی دهلیڤهیا رهڤێ دیتن ودهركهتن ¤WA0 4824 +كوشتنا مرۆڤان ل بهر چاڤێن وان ئیدی پهیڤێن داعشیان ژبۆ ئاشتكرنا وان كه بمینن چ سهرگهه نهگرتن وئهو داعش ب دوژمێ ههر تاكهكی ل ناڤ دبن +ئهو ل ههر باژێر وبایژێرۆكهكی كوردستان دمینن ورهنگه هاریكاریا خهلكێ باشوورێ كوردستانێ ژ وان را قاسی هاریكاریا رێكخهراو وحكومهتێ ههبی كه جی ناڤێ خوه ژی ژ وان را نابێژن ل دهمێ هاریكاریكرنێ ¤WA4 4832 4824 +شنگال ب باژێرێ پێكڤهژیانێ دهاته ل ناڤبرن كه زۆر ئاین ومهزههب ب خوهڤه دگرتن لێ ژیانا ههر تاكه كه وی باژێری هاته ژانڤبرن ب تنێ ئهوێن دهستێ وان ب خوینا شنگالیانس سۆر نهبوویی + + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daxwaz ji welatiyên mesîhî kir ku hizra koçkirinê nekin û dev ji welatên xwe neberdin ";Da bi hevre bikarinbi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin."; +pêşwazî li Petrikê Entakiya û tevaya rojhilat û serokê kolmelgeha petrikên rojhilat û serokê kilîseya maronî, Kardînal ";Mar Bişare Butris Elraeî"; û şandeke bilind ji zilamên ola mesîhî kir, ku ji hejmarek betrik û metranên katolîk û kildan û hejmarek ji berpirsên dezgehên ola mesîhî li cîhan û navçeyê, pêkhatibû. + +Di destpêkê de şanda mêvan spasiya Herêma Kurdistanê kirin bo hewnadina derbiderên mesîhî, êzdî, şebek û pêkhatên din ên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji navçeyên xwe reviyane, kirin. + +Şanda mêvan mebesat serdana xwe jî aşkere kirin û gotin, mebest ji serdanê agehdarî li rewşa derbiderên li Herêma Kurdistanê ye, herwiha gihandina dengê derbideran bo civaka navdewletî da alîkariyên bêtir bi rêya hikûmet Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan bikin. Serkeftin xwestin ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi lêborîn, pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêhatên Iraqê de. + +Di beramber de, Barzanî ragihand ku, ev serdan peyameke bihêz a piştgiriyê ye bo gelê Kurdistanê û şanda mêvan piştrast kir ku, dê Kurdistan bimîne navçeya aramî û aştiyê. + +Barzanî got jî, em xweşk û birayên xiristî piştrast dikin ku em dê terorsîtan bişkînin û dê ev rewş bidawî were. Herwiha daxwaz kir ku welatiyên xirîstî ji welatên xwe dernekevin û ";pêwîste şiyana mayîna wan bihêz bê da em hemû bi hev re bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin."; + +Bi cuda jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li heman şandê kir û ji wan re tekez kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî li hemû pêkhatan dike û bo parastina wan tiştê ji dest tê dike."; + +Serokwezîr Barzanî ragihand jî ku, tiştê niha diqewime zêdeyî şiyana hikûmet Herêma Kurdistanê ye ji ber ku herêm niha ne şerê rêxistinekê dike, lê belê bi hemû pîvanekê şerê dewletek terrorist dioke."; Herwiha piştgisiya xwe bo peyda kirina piştgiriyek navdewletî bo mesîhî û pêkhatên din ên navçeyê anî ziman."; + +Herwiha balikşand ser çekên Pêşmerge û got, piştî sala 2003ê were hikûmeta Îraqê tu pêngav ji bo pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê neavêtine û Bexdayê biçûktirîn çek ji bo pêşmerge nehinartiye da bikare rûbirûyê terorîstan bibe, terorîstan çekê nû û pêşketî li Îraqê bi destketiye. Îmkanên herêma Kurdistanê yên di warê leşkerî de hene tenê dikare şerê grûpên çekdar pê bike, ne şerê dewleteke xwedî çekê giran û pêşkeftî. + +Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re diyar kir jî ku, niha pêşmerge êrîş li dijî DAÎŞ dest pê kirine û pêşmerge gelek dever kontirol kirine, lê vî şerî pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye, ji bona vê jî herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî û digel Bexdayê jî hevkariyê dike daku terorîstan derxin. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got: ";Dengê we li derve gelek girîng e û hûn dikarin di warê avakirina hevpeymaneke navdewltî de ji bona rûbirûbûna terorê roleke berçav bilêz in."; +Pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî li şanda mêvan + + +Tevî biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê derbarê nenaskirina Rêveberiya Xweser û Kantonên ku ji aliyê Partiya yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ji partiyên Kurd û hinek grûpên erebû xiristiyan hatine ragihandin, helwest û nêrînên cuda di navbera partiyên Encûmenê de derbarê reftara bi vê rêveberiya xweser re derdikevin. +Rêvebirê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-Sê û endamê sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê Mihemed Ismayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (Yekîtî) bi awayekî ne ragihandî û ne belgekirî beşeke ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a bi gotina wî ser bi PYDê ve ye. +Ismayil diyar kir ku bêyî ruxset û biryar Partiya Yekîtiya Demokrat ligel partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hemaheng e û bi gotina Ismayil Partiya navborî li ser asta sekreterê wê Mihyedîn Şêx Alî bi awayekî ne ragihandî beşek ji Rêveberiya Xweserî ye. +Ismayil got Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) endam e di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ye û ti tehefuz li ser biryarên Encûmenê derbarê nenaskirina Rêveberiya Xweser û Kantonan tomar nekiriye. Lewra eger û daxwaza ruxsetê pêşkêşî vê Rêveberiyê û kantonên wê bike Encûmena Niştimanî dê qebûl neke. +Destpêka vê heftiyê, malpereke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ve aşkere kiribû ku şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (Yekîtî) bi sedema ku sekreterê wan Mihyedîn Şêx Alî ne amade ye, ji komîteya karûbarên partiyan daxwaz kiriye ku destûra qanûnî ji bo partiya wan were dirêj kirin. +Lê serkirdeyê partiya (yekîtî) li bajarê Efrînê Reşîd Şabanji Tora Medyayî ya Rûdawê re ev nûçe red kir û da zanîn ku wan ji berpirsên Rêveberiya Xweser re diyar kiriye ku ne ji desthilata serkirdayetiya wan li Efrînê ye ku ruxestê bi navê Partiya xwe pêşkêş bikin ji ber ku pêwîstiya vê yekê bi biryara serkirdayetiya navendî ya partiyê heye. +Şaban di heman demê de aşkere kir ku hinek navend û ofîsên partiya wan li herêma Efrînê ruxsetkirî ne û ew amede ne ruxsetê ji navendên xwe yên din re jî werbigrin. +Di vê derbarê de, Rêvebirê Polîtbîroya PDK-Sê got ruxstkirina navend û ofîsan jî binpêkirin û serpêçî li biryarên ENKSê ye û herwiha got eger daxwazên fermî û belgekirî ji bo ruxstkirinê hatibin pêşkêşkirin, encûmen wê vê yekê ji partiya Yekîtiya Demokrat qebûl neke. +Rêveberiya Xweser yasaya ruxsetkirina partiyên siyasî derkiribû û li gor vê yasayê, roja 17ê vê mehê mohleta pêşkêşkirina ruxseta yasayî qediya bû. + + +kampa newroz ya ku dikeve bakorê bajarê dêrikê zêdetir li 10 hezar penaber in şingalê têde dijîn ku ji ber êrîşa daşê reviyan û li kampê bicîbon +li gorî netewin yekboy ku jiyana 500 zarokî di metirsiyê deye me li kampê rewşa zaroka şopand +stby1-- penaber¤WA0 4800 +gelk ji wan zaroka şagirtin dibistana bon û ji ber êrîşa daş reviyan û dorî xwendina xwe ketin herweha dorî heval;n û hin kes jî ji malbata wan winda bon û malva eşa xwe dibêje +stby 2-- penaber¤WA1 4800 +ji ber germa havînî û nebona avek cemdî û gemara ku li kampê belav dibe ew zarok jarî dikevin lê bigiştî ew zarok kêfxweşiya xwe tênîên ziman ku ji mirinê filtîn +stby 3--penaber¤WA2 4800 +her çiqas rewş li kampê xerab be lê dimine xweştir li ser çiyayê şingalê û duh roja 19ê tebaxê kampa newroz ket bin serperiştiya komisiyona bilin a penabera ya bi ser netewin yekboî + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand ku ";Di vî şerî de hûn ne bi tenê ne, şerê we şerê me ye û serkeftina Kurdisranê di şerê terorîstan de serkeftina me ye."; + +Duh, 20ê tebaxê, Serokê Herêma Kurdistnê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel çend berpirs û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi û şanda ligel kirin. + +Di destpêkê de Matteo Renzi mesebta serdana xwe aşkere kir û got, armanca serdanê gihandina peyama piştgiriyê ji Ewropa û welatê wî bo gelê Kurdistanê ye û geştir kitina pêwendiyan di navbera her du aliyan de ye. + +Matteo Renzi aşkere kir ku, parlementoya welatê wî biryar daye ku Îtaliya piştgiriya siyasî û mirovî bo Herêma Kurdistanê bişîne li dijî terorîstên DAIŞê, navborî tekez jî kir ku niha komdengiyek di nav Yekîtiya Ewropa da heye ku ji aliyê leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin. + +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzannî di civînê de ji serokwezîrê îtalî re got: ";Piştgirî û hevpeyamniya Ewropa û Îtalya wiha dike ku gelê me bihêztir bibe û omdîa wî zêdetir bibe di rûbirûbûna terorê de, hêvî jî xwest ku pêwendiyên Îtalyayê û Kurdistanê getşir bibin."; + +Derbarê hatina koçberan de bo Kurdistanê, Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê li şiyana me bê ji bo yarmetîdan û îdarekirina rewşa wan de dikin û eve jî behs kir ku ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku civakeke xwe ya fireh ol û fireh netewe heye û bi hemû şiyanek ve parêzgeriyê li vê firehiyê dikin. + +Rûdaw (Hewlêr)- Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî baregehe leşkerî li Amedê li Bakuê Kurdistanê kirin. + +Li gor medya Tirkiyê hêzên gerîlayên PKKê duh bi şev roja çarşemê êrîşeke bi gule û rokêtan li bargeheke leşkerî li navçeya Kocakoya bajarê Amedê kir, lê di encama êrîşî de ti kuştî û birîndar ne ketin. + +Hat ragihadnin ku, bargeheke leşkerî ku hêzên Jandarma û yên ewlekarî û polîsan têda diman rastî êrîş grûpekî gerîlayên PKKê hat, û piştî ku hêzên PKKê gule û roket berdan bargehê pevçûnek leşkerî derket. + +Herwiha li gor agahiyên ku artêşa Tirkiyê daye çapemeniyê, gerîlayên PKKê piştî ku êrîşa xwe pêkanîn vekişiyan, û hêzên artêşa Tirkiyê opersyoneke leşkerî dest pê kirin, lê heta niha ti encam jê derneketiye. + +Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê roja 19ê Îlonê peykera serfermandarê PKKê Mahsûm Korkmaz yak u li gundê Sîsa Lîcê hatibû danîn, daxist û di encama xwepêşandanên nerazîbûnê, welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû, û ew bûyer rê li ber çalakiyan vekir. + +Rûdaw (Hewlêr)- ";Hûn bi Xwedê bikin va ez navnîşana cihê ku em lê didim we, hûn jî bighînin firokeyan bila me topbaran bikin û ji vê rewşa dijwar rizgar bikin."; Bi van gotinan Leyla trajedyaya 200 keç û jinên kurd ên dîlgirtî li cem DAIŞê bi rêya telefonê vediguheze. + +Roja 3ê tebaxê, çekdarên radîkal ên DAIŞê êrîşî devera Şengalê kirin û ew dever dagîr kirin, ji herdu komelgehên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir ên ser bi devera Şengalê, hejmarek zêde ji zilam û xortan kuştin û jin û keç jîdîl kirin, keçek 24 salî, ku navê wê li cem Rûdawê parastiye, lê emê wê bi Leyala binav bikin, yek ji wan keçan e ku niha li cem DAIŞê girtîne, beşek trajedyaya xwe bi rêya Rûdawê vediguhêze. + +Leyla bi dengekî nizim û tije tirs û hisret bi rêya telefonê ji Rûdawê re dibêje: ";Em nêzîkî 200 jin û keçên kurdên êzdî ne di nava holekê de. Rojane 2 yan 3 car çekdar tên nav holê. Hemû jin hawar dikin û dibêjin me bikujin. Lê ew çekdar li nav me digerin, çi keçek ciwan hebe bo emîrên xwe dibin."; + +Di nava gotinên xwe de, Leyla behsa awayê ku pê hatin dîl kirin dike û dibêje: ";Em li komlegeha Giruzêr bûn, dema çekdar hatin û me nikarîbû biervein, wan dest bi girtina jin, zilam, zarok û mezinan kirin, piştire em birin navenda qeza Şengalê, li wê derê keç û jin ji zilaman cuda kirin. Piştire em bi ";pick-up";an veguheztin cihekî nêzîk bajarokê Beac."; + +Ev navnîşana me ye, bila balafir me topbaran bikin + +Girî û firmêskên Leyla jê re nearîkar bûn da hemû tiştê di dilê xwe de ji me re bibêje, lewma car car kela girî zora wê dibir û ji axaftin diket û piştire digot: ";Bi hawara me ve werin."; + +Ji nişkê ve Leyla got: ";Herin.. Herin ew hatin";. Mebesta wê jî ew bû ku careeke din çekdarên DAIŞê hatin nava holê da çend keçan ji emîrên xwe re hilbijêrin. Pêwendî hat birrîn. + +Piştî bîstekê me carek din pêwndî bi Leyla re kir, dema ku bersiv da çendîn car cihê xwe ji Rûdawê re bi hûrglî aşkere kir û got: ";Hûn bi Xwedê bikin navnîşana me bidin balafiran, bila me topbaran bikin û me ji vê rewşa xirab rizgar bikin."; + +Berî pêwndî bidawî bê, Leyla hawar kir û got: ";Bi hawara me ve werin";, ";Em daxwaz li Amerîka û Ewropa û her kesekî ku dengê me digihêjê dikin, ku bi hawara me vê bên.. me ji destê van zaliman rizgar bikin."; + +Tevî ku heta niha trajedyaya keç û jinên dîlgirtî li cem DAIŞê berdewame, lê hîn ti amareke hûr li ser hejmara wan tune ye, zanyarî di wî warî de tevlîhev in, hin dibêjin 200, hin 500 û hin dibêjin di ser 700 re ne. + +Dema vedigerin xwe dikujin + +Leyla çend wêneyên din ji trajedyaya ku tê de dijîn veguhestin û wiha berdewam kir: ";Rojane 2-3 caran çekdar tên û di nava jinên di holê de çavê xwe digerînin. Jin bang li wan dikin: Me bikujin me ji vê rewşê rizgar bikin. Lê ew du heta sê jin û keçên ciwan ji emîrên xwe re dibin. Ew jî destdirêjiyê li wan dikin."; + +";Dema ku ew keç vedigerin firmêsk ji çavên wan tên xwarê, dema digihêjin nav me dest datînin ser çonkên xwe û serê xwe ditewînin."; + +Leyla balkişand ser wê yekê jî, ku êdî keç û jin bi destê xwe xwe dikujin da ji wê karesata mirovî rizgar bibin û got: ";Heta niha çend keçan xwe kuştine. Her îro keçekê bi desmala xwe, xwe xeniqand."; + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê desteya navxwe ya kantona Cizîrê Kenaan Berekat ragihand ku partiyên ruxseta kar nestandine dê werin dadgehkirin û tekîd kir ku hinek partiyên wek Partiya Baes ruxset ji wan re dernakeve. +Kenaan Berekat di daxuyaniyekê de got ku hêzên asayişa dê serdana wan partî û saziyan bikin ku ruxset nestandine û dê lêpirsîna ligel wan bike daku piştre encamên lêpirsînê radestê dozgeriya giştî bike û ewê jî ji aliyê xwe de li dadgehê dozê li dijî wan partî û saziyan veke. +Serokê desteya navxwe bal kişand ku dadgehê derbarê vê yekê de çi biryarekê bide, ewê pêgirê wê biryara dadgehê bin. +Derbarê Partiya Baes de ku niha ofîsên wê li Qamişlo û Hesekê hene, Kenaan Berekat got, hinek partiyên wek Partiya Baes, ruxset ji wan re dernakeve. +Desteya navxwe ya kantona Cizîrê moletek ji 16 tîrmehê heta 17ê tebaxê dabû partî û saziyan daku destûr û ruxseta kar bistînin, lê jibilî partiyên ku di nava rêveberiya kantonê de cih digirin, ti partiyeke din daxwaza ruxsetê nekiriye. + +Rûdaw (Rûdaw)- Ev 3ê roj in ku şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê û çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) de li devera Cez`a berdewam in. +Di daxuyaniekê de, Navenda Ragihandina YPGê ragihand ku di şer û pevçûnên van her sê rojan de, hêzên wan nêzîkî 140 çekdarên DAIŞê kuştine. +Di heman daxuyaniyê de, YPGê aşkere kiriye ku di encama heman şer û pevçûnan de 15 şervanên hêzên YPGê şehîd bûne. +Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina YPGê, Rêxistina DAIŞ hêzeke mezin ligel çekên giran ji parêzgeha Dêrezorê û devera el-Hol a başûrê rojhilatê Hesekê anîbûn deverê û hewla kontrolkirina riya di navbera Şingalê û Rojavayê Kurdistanê de dabûn. +Ji aliyê xwe ve, Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê roja 19ê vê mehê ragihandibû ku piştî şer û pevçûnan, çekdarên DAIŞê gundê Cez`a li gundewarên Til Koçer kontrol kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rûpela Rûdaw Kurmancî li ser Facebookê bi hêceta ku ";wêne û mijarên derqanûnî belav kiriye"; bi awayekî demkî hat girtin. + +Endam û xwendekarên me yên hêja! Mixabin Facebookê îro ji me re ragihandiye ku ji ber ";hinek parvekirin û postên we"; rûpela Rûdaw Kurmancî heta 7 rojan tê girtin, lewma em nikarin heta hefteyekê tiştekî bi we re parve bikin lê hêviya me ji we ew e ku hûn nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan bidin... + +Silêmanî (Rûdaw) – Ji ber êrişên çekdarên DAIŞê û girtina bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên wê parêzgehê, jibilî tirkmen û kurdên misilman kurdên şebek jî neçar man cih û warên xwe berdin û birevin Herêma Kurdistanê û deverên ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne. + +Lê şebekên şîe dibêjin, li Başûrê Kurdistanê asankariyên pêwîst ji wan re nayê kirin lewma dixwazin herin Necef û Kerbelayê ku du bajarên mezin ên şîe yên Iraqê ne. + +Beşek ji wan kurdên şebek ku çûne bajarê Silêmaniyê dibêjin, li vir xaniyan nadin me, ji me kefîl dixwazin lê li Necef û Kerbelayê ev tişt tine… + +56 gundên şebekan ên girêdayî Şêxan, Tilkêf û Hemdaniya Mûsilê hene. Hejmara şebekan nêzîka 400 hezarî ye û 11 gundên wan ketine destê DAIŞ’ê. +رووداو - شنگال +شاها یا ۱۰ سالی، زارۆکهکه دنه د ناڤ چیرۆکێن تراژیدی یێن کارهساتا چیایێ شنگالێ کو ۸ ڕۆژێن دژوار ل سهر وی چیایی و د بن مهترسیا ئێریشا چهکدارێن دائیشێ ده دهرباس کرن. +شاها کو ژ مرنێ ڕزگار بوو ، ههم بوویه سیمبۆلا بهرخوهدانێ و ههم ژی بوویه سیمبۆلا کۆچبهریا کوردێن ئێزدی. ئهو نها لگهل دیمهنێن دلێش و ئازارێن وان ڕۆژێن دژوار دژی. + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê, sala 2012an de 32 kesî nexweşiya AIDSê girtîbû a niha ev hejmar bûyê 52. Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen da zanîn ku piraniya wan nexweşan yên ku têkiliyên wan li Herêma Kurdistanê re hene û got divê di têkiliya cînsî de mirov xwe bi parêzin."; +Li Bakur, heta sala 2006an jî nexweşiya AIDS tune bû. Lê di van salên dawî de zêde bûye. Di sala 2012an de 32 kes nexweşbûn. Du salan de li vê hejmarê 20 kes zêde bû û gihişt 52 kesî. Li Tirkiyeyê yên nexweşiya AIDSê girtî û yên ku tên zanin nêzikê 7 hezar kes in. +Bijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen li ser vê mijarê bi Rûdawê re axivî û ragihand ku ev nexweşî pirsgirieka cîhanê ya giştî ye. +Çelen diyar kir ku cara yekemîn nexweşiya AIDSê sala 2006an li Bakur derketiye û paşê jî zêde bûye. +Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen bal kişand ku piraniya wan nexweşa têkiliya wan bi Herêma Kurdistanê re hene û got, ";Destê me tu delîlên zêde tuneye ku em bibêjin wan ev nexweşî ji wê derê girtiyê. Lê belê piraniya nexweşan an li wê derê dixebitin an jî çûne serdana wê derê."; +Çelen diyar kir ku bi giştî nexweş dema xwînê didîn, bi tesadufî li nexweşiya xwe dihesin û wiha got: +";Qewlê vegirtina nexweşiyê, nava 1-5 salan de tê guhêrtin. Qewlê vegirtinê heta xilas nebe jî nexweşi bi rêya testa xwînê jî diyar nabe. Hin kes piştî têkiliya cînsî, eger bikevin şikê tên ba me. Herwiha heta qewlê vegirtinê xilas nebe nexweşî naye xuyandin, em jî wan heta demekê dişopinîn. +Bijîşk Çelen da zanîn ku nexweşiya AIDSê sîstêma laşê mirovî xira dike û dikare bibe sedema mirinê jî û ragihand ku eger nexweş bê derman kirin emrê wî dibe 20-30 salan zêde bibe. +Mustafa Kemal Çelen bal kişand divê mirov demê têkiliya cînsî de xwe bi parezê û wiha domand: +";Nexweşiya AIDSê bi rêya xwînê û têkiliya cînsî dihihe mirovî. Zewaca yekanê û sinetbûn, ji bo parastina ji AIDSê baş e. Hevzayendî û têkiliya cînsî ya ne yekane ji ber AIDSê rîsk e. Dema zilam diçin berberî bila bi mekîneye partika xwe bidin çekirin û bila jin bi keresteyên xwe makyaja xwe bikin."; + +Çelen got, ";Yên ku şerm dikin nexweşiyê ji hevjîna xwe re bibêje hene. Ji ber ku vedişêrin paşê ev zarokên wan yên nû çêdibin jî nexweş dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) bersiva sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela da ku gotibû Partiya Yekîtî ji bo hin sedemên darayî ji ";Yekîtiya Siyasî"; derket û armancên xwe yên darayî li Silêmaniyê bidest xistine. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandibû ku 5 fraksiyon di nav Partiya Yekîtî de hene ji ber ku hin ji wan ji vekişîna xwe ji Yekîtiya Siyasî nerazî ne. + +Li ser gotinên Siûd Mela komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Siûd Mela bi rêya van daxuyaniyan dixwaze pirsgirêkên navxweyî yên partiya xwe veşêre. + +Partiya Yekîtî ragihand, ji dêvla ku Siûd Mela êrişî partiyên di Encumena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) de bike, baştir bû ku hewl daba yekrêziya kurdî bihêztir bike û nerîn û projeyan pêkêş bike ji bo rûbirûbûna komployên hikûmeta Sûriyê û siyaseta yekalî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) . +Partiya Yekîtî di daxuyaniya xwe de got ku bingeha partiya wan nirxên şoreşgerî ne nek berjewendiyên madî. + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn 5 gundên nêzîkî bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin û rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê bixin bin kontrola xwe. + +Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li nêzîkî bendava Mûsilê, hêzên Pêşmerge karîn îro 5 gund li rojavayê bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin. + +Li gorî agahiyan, yek ji wan gundan gundê Sehrîcê ye ku bi kontrolkirina wî gundî rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê jî ketiye destê hêzên Pêşmerge û bi vî awayî êdî çekdarên DAIŞê nikarin bi hêsanî derbasî her du nahiyeyan bibin. + +Hat gotin, hêzên Pêşmerge niha 15 kîlometran dûrî Zûmarê ne û pêşveçûna wan didome. + +Çekdarên DAIŞê ji destpêka vê mehê ve deverên mîna Zûmar, Eyinzale û guundên derdora wan nahiyeyan girtibûn. + +Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi pilan operasyonên mezin li dijî çekdaran li dar dixin û bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê derbên giran li wan didin lewma çekdarên DAIŞê paşve direvin. + + +Amed (Rûdaw)-Partî û saziyên kurdî yên li Amedê, bang li partî û hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kirin yekîtiya ku hêzên Pêşmerge û PKKê li Başûr li dijî DAIŞê ava kirine, ew jî li nav xwe pêk bînin. + +Serokê Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger Îmam Taşçier ji Rûdawê re ragihand ku ew ji yekîtiya hêzên kurdî li Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kêfxweş in. + +Taşçier anî ziman ku têkoşîna hevbeş a hêzen Peşmerge û PKKê ji bo yekîtiya kurdan girîng e û got, ";Rojava jî axa kurdan e. Li kuderê dibe bila bibe divê kurd li hember her cure êrişên li dijî xwe bi hev re tevbigerin. Divê li Rojava jî wisa tevbigerin."; + +Endamê Meclisa Partiyê ya HAK-PARê Ramazan Moray jî ragihand ku yekîtiya neteweyî girîng e û wiha axivî: + +";Li kuderê êrişek niheq li ser kurdan bê kirin hêviya me ew e ku kurd bi hevre li dijî wê tevbigerin. Divê ji bo Rojava jî wisa be.Helbet biryara şerê pêşmerge li Rojavayê dê Rêveberiya Herême Kurdistanê bide lê belê li gorî min divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de xebat bikin."; +KCKê jî beriya niha bang li hemû kurdan kiribû li dijî êrişên li ser Kurdistanê bibin yek. + + + +Efrîn (Rûdaw) - Bi armanca aktîvkirina peywendiyan bi PYD û TEV-DEMê re , partiyên ENKSê Li Efrînê di civîneke normal de ku berî 3 rojan hatibû lidarxistin biryar dan ku peywendiyên xwe ligel PYD û TEV-DEMê berdewam bikin. + +Berpirsekî ENKSê li Efrînê yê bi navê parêzer Reşîd Şeiban, ku serkirdeyê Partiya El wehde ye jî, derbarê peywendiyên wan bi PYDê re ji Rûdawê re ragihand ku wan wek şaxê ENKSê li Efrînê biryar dan peywendiyên xwe bi PYD û TEV-DEMê re xurtir bikin. + +Şeiban her wiha da zanîn ku wan civînek bi Desteya Hundir a Kantona Efrînê re li dar xistibûn li ser daxwza desteya navbûrî derbarê yasaya ruxsetkirina partiyan. + +Reşîd Şeiban ragihand ku Desteya Hundir ji wan re gotiye ku divê peywendî di navbera wan de berdewam bibin da ku çareyekê bibînin lê ew niha ti carî baregehên partiyan nagrin û giringî ji xurtkirina peywendiyan re di navbera her du encûmenan de ye niha… + +Rayedarê PDK-Sê li Efrînê Mistefa Qazî jî derbarê peywendiyên wan bi PYDê re ji Rûdawê re ragihand ku ew danûstanên yekalî bi ti aliyan re nakin û tenê bi rêya ENKSê danûstandinên fermî çêdibin. + +Qazî ragihand ku wan hemî çalakiyên xwe yên PDK-Sê rawestandine da ku ti alozî bi PYDê re dernekevin holê û ewlehiya herêma Efrînê bê parastin… + +Hewlêr (Rûdaw)-Artêşa Dewletên Yekbûyî ên Amerîka, îro li nêzîkî bendava Mûsilê 6 êrişên asimanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê li dar xist. +Di daxûyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA (CENTCOM) de, balafirên şer ên Amerîkayê çeperên DAIŞê yên li derdora bendava Mûsilê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 wesaîtên DAIŞê yên ji cûrê ";Humvee";, wesaîtek normal a leşkerî û gellek ";cîhazên teqemenî yê emprovîze"; hatin jinavbirin. +Li gorî CENTCOMê, balafiran piştî êrişê bi awayekî ewlehî ji wir dûr ketin. +CENTCOMê her wiha eşkere kir, ji 8ê Tebaxê heta niha 90 êrişên asimanî li dijî çekdarên DAIŞê yên li Iraqê pêk hatiye ku 57ê wan êrişan ji bo piştevaniya hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li bendava Mûsilê hatiye kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdsitanê dê li ser rewşa Şingalê û Başûrê Kurdistanê bi awayekî awarte bicive. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, parlamento dê roja 25ê Tebaxa îsal bi awayekî awarte li ser Şingalê û deverên Kurdistanî yên ketine ber êrişên DAIŞê bicive. + +Li gorî daxuyaniya parlamentoyê civîn dê saet 11:00 were lidarxistin ji ber wê jî divê hemû endamên parlamentoyê di civînê de amade bin. + +Hat gotin, di civînê de raporên ku li ser rewşa devera Şingalê û deverên Kurdistanî yên rastî êrişa DAIŞê hatine bê axaftin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî yê bi navê James Fuly, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin, re xwest û wiha got: ";Vê kiryara kirêt rûyê reş yê rêxistina terorîstî ya DAIŞê derxist holê lê ez hîvdar im ev rêxistin dê di şer de ji nav biçe."; + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî James Fuly û gelê Amerîka re xwest û ragihand, gellek mirovên bêguneh ên êzîdî û mesîhî jî mîna Fuly ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve bi awayekî hovane hatine kuştin. + +Nêçîrvan Barzanî hevxemî û sersaxiya xwe ji gelê Amerîkayê re jî anî ziman û got, ev karekî dirrindane û hovane ye ku li dijî jiyana mirov, hestên malbat û dostên wî her wiha hemû cîhanê hatiye kirin. Birastî fêmkirina vî karê kirêt gellekî zehmet e. + +Serokwezîr Barzanî diyar kir ku rojnamevan James Fuly dixwest aliyên tirsnak ên şer û mirina mirov eşkere bike û bi kameraya xwe dixwest êş û elemên xelkê sivîl ên Sûriyê nîşanî hemû cîhanê bide û wiha got: ";Birastî ez nikarin vê xemê bînim ziman lê ez hêvdar im rêxistina terorîstî ya DAIŞê dê di şer de ji nav biçe."; + +Rêxistina DAIŞê duh vîdyoyek belav kir ku tê de çekdarekî serê rojnamevanê amerîkî James Fuly jêdikir. + +Paşê hat ragihandin ku çekdarê ku serê Fuly jêkiriye welatiyê Brîtanyayê bûye. + +Rojnamevan James Fuly ku li Sûriyê şer dişopand, sala 2012an ji aliyê çekdarên radîkal ên îslamî ve hatibû revandin. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî Êzdî yê derbider li Duhokê ji min re got: Qasim Şeşo ji hemû kes û partiyên din bêhtir namûsa Êzdiyan parast. Vêga di nav Kurdên Êzdî de behs behsa Qasim Şeşo û Qasim Simêr e. Rojnameyên almanî jî navê Qasim Şeşo kirine ";Şêrê Êzdiyan";. + +Qasim Şeşo ku kargêrê liqa 17 a PDKê ye li Şengalê, fermandarê çekdarên Êzdî ye ku piştî dagîrkirina devera Şengalê ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ve, bi Qasim Simêr re berevaniya deverên olî yên Êzdiyan û wan Êzdiyan kirin ku xwe li Çiyayê Şengalê girtin. Rojnameya Rûdawê bi rêya telefonê ev hevpeyvîn bi Qasim Şeşo re pêk anî. +Rûdaw: Hûn çend kes in li quntara Çiyayê Şengalê û gelo rast e wek tê gotin hinek komelgeh hene ku heta niha di destê we de ne? + +Qasim Şeşo: Di destpêkê de em dora 500 kesan bûn, dûre hin kesên din jî hatin ba me. Niha em dora 2000 kesan in û em li ser çend hêlan belav bûne. Heta niha destê DAIŞê negihiştiye dever û komelgehên Bork û Dehola. Komelgeha Dûgirê jî hêj zû bi hevkariya pêşmerge û hevalên PKKê ji aliyê me hate rizgarkirin. Em xwarin û vexwarinê jî ji wan herdu komelgehan re tînin. + +Bi emrê kê û kîjan aliyî hûn li Şengalê man? + +Em bi xwe, ji ber hestkirina bi berpirsyariya dîrokî û parastina namûs û deverên pîroz ên Êzdiyan li quntara Çiyayê Şengalê man û me li ber xwe da. + +Hêzên DAIŞê çend caran êrişî we kirin? + +Şeş caran, roja şemiya borî jî êrişî me kirin. Lê me bi tundî bersiva wan da, ji ber ku niha çekên baştir bi me re hene û cihê me jî baştir e ji bo berevanîkirinê û me nehişt ew nêzîkî me bibin û hilkişin serê çiyê û Mezara Şerfedîn û çend cihên din. + +Çawa çek ji we re tên? + +Du caran çek ji aliyê pêşmergeyan ji me re hatin. Kak Ferîq Cemal hevkariya me kir û cara duyem çekên baş gihiştine me. + +Li gor we, ji ber çi ev yek hate serê Şengalê û kê xemsarî kir? + +Bi dîtina min, tiştê ku hat serê Şengalê komplo bû. Êdî kî be û kîjan partî be vêga ne wextê wê yekê ye. Xemsarên yekem ên vê rewşê jî berpirsên leşkerî û ewlekariyê yên devera me ne. + +Lê hinek ji Êzdiyan behsa berpirsê şaxê 17 yê PDKê li Şenglê Serbest Bapîrî dikin. Hûn wek rêveberê vî şaxî, bi nêrîna we, ew xemsar bû? + +Bêguman, plana wî jî dirust nebû. Lê xemsarên yekem ên vê rewşê berpirsên leşkerî ne. Eger kesên xwedî pileya general beriya xelkê birevin, gelo xelkên belengaz û hejar wê çi bikin? Herwiha çi bi kadroyên partiyê dibe. Bi nêrîna min divê ew berpirs bên bidarvekirin. + +Hûn biryara guhertina berpirsê şaxê Şengalê çawa dibînî, ku niha Seîd Şengalî li şûna Serbest Bapîrî hatiye danîn? + +Kesî ji me nepirsiye. Ev biryar ne di cihê xwe de bû. Gellekî zû bû ji bo vê biryarê. Min ev yek ji berpirsên PDKê re jî got, ji ber ku hêj Şengal di bin destê DAIŞê de ye û hêj destdirêjî li ser keçên Êzdî dibe. Vêce emê çi ji berpirsê şaxekî bikin ku hêj DAIŞ di baregeha wî de çûnûhatinê dike. + +Ti berpirsekî payebilind ê PDKê ji serok, cîgirê serok û kesên din telefonî we kirin? + +Na. Mixabin pirs jî nekirin. Tenê carekê em ligel sekretêrê polîtburoyê Fazil Mîranî axivîn. Lê pêwendiya me ya berdewam ligel endamê polîtburoyê kak Cafer Emînkî û berpirsên din ên leşkerî heye. + +PKKê û YPGê hêzeke taybet ji bo Kurdên Êzdî pêk anîne û dibêjin ew piştî kontrolkirina Şengalê ji aliyê pêşmergeyan ve jî venakişin û niha Çiyayê Şengalê jî di dest wan de ye. + +Ji bo dirustkirina hêzê nizanim û min hay jê nîne. Lê ew hatin cem min, 11 kes bûn. Min ji wa re got: Eger hûn ji bo alîkariya me hatine, hûn gellekî bi xêr bên. Bi rastî jî em spasiya her aliyekî dikin ku alîkariya me bike. Lê em di bin fermana we de kar nakin û divê hûn di bin fermandariya me de bin. Çiyayê Şengalê jî di destê xelkên Şengalê û pêşmergeyan de ye. + +Eger ew ji Çiyayê Şengalê derneketin, helwesta we wê çi be? + +Ez bawer nakim dernekevin. Ew ne xwediyên vê axê ne. Bila herin Kurdistana Tirkiyê rizgar bikin. Ev beşê me ye. Em spasiya wan dikin û bi nêrîna min ne dema vê yekê ye û her Kurdekî xwedî rûmet pêwîst e niha hemû karîna xwe têxe kar ji bo em Şengalê rizgar bikin. Ev ya girîng e. Ji bo zanyariyên te, niha jî bêhtir ji 300 malbatî li Çiyayê Şengalê ne, sûnd jî xwarine ku heta mirinê wê derê vala nekin û niha li nav çiyê ne. + +Bi nêrîna we Şengal zû kontrol dibe? + +Erê. Pêwîstî tenê bi 500 kesên çekdar heye. Niha ez dibêjim eger 55 kesên çekdar hebin bi çekên baş, piştî 48 demjimêran yek bost Şengal namîne ku em kontrol nekin. + +Hinek Êzdî niha doza wê yekê dikin ku rêya çûna Ewropayê ji wan re vebe. Nêrîna we di vî warî de çi ye? + +Ew kesên ku doza çûna bi kom a Êzdiyan bo Ewropayê dikin, karekî sincî nakin û ti prensîpa wan nîne. Ew tenê nêrînên kesayetî ne û derbirrîna nêrîna kesekî nakin. Herwiha em dozê li wan dikin ku bên berevaniyê bikin û vegerin Şengalê. Dunya xirab nebûye û careke din jiyan li Şengalê asayî dibe. Ez xwedî regeznameya almanî me û eger ez bixwazim niha diçim, lê şermezarî ye em axa xwe bihêlin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn li eniya Mexmûr-Guwêrê di operasyonekê de devera Qeracê ji destê çekdarên DAIŞê derbixin. Li gorî agahiyên Rûdawê, 8 gundên Qeracê ketiye destê hêzên Pêşmerge. + +Îro danê sibê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin. + +Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, heta niha me 8 gundên devera Qeracê kontrol kirine. + +Yek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge nahiyeya Baqirtê ku navenda devera Qeracê ye, bi temamî kontrol kirine. + +Li gorî agahiyên fermandeyên hêzên Pêşmerge, êriş û operasyonên hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê dê bidome heta hemû deverên Kurdistanî yên di bin destê DAIŞê de rizgar bibin. + + +Îlam (Rûdaw) – Ev 7 roj in nahiyeya Mormorî li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê mîna hêlkanê diheje. Tê gotin heta niha herî kêm 500 caran erd li wir hejiyaye! + +Roja 18ê vê mehê li nahiyeya Mormorî ya girêdayî bajarê Avdananê li parêzgeha Îlamê erdhejek bi tundiya 6.2 rîşter qewimî. + +Li gorî medyaya Îranê, ji wê demê ve heta niha devera Mormoriyê mîna hêlkan diheje ji ber wê jî xelkê wê herêmê li derve û li nav çadiran de dijîn. + +Ji aliyekî din, ji ber germaya zêde xelk şepirze bûne û alîkariyên mirovî jî wek pêwîst nagihîjin destê wan. + +Li gorî amarên nefermî, heta niha 470 kes ji ber erdhejê birîndar bûne ku rewşa 30-40 kesan heta astekî giran e. + +Tê gotin, zirar û ziyaneke mezin gihîştiye mal, war û xelkê wê herêmê. Hinek gund bi temamî hatine hilweşandin her wiha sîstema ava vexwarinê jî têk çûye. + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, bi rêya rojnameyeke almanî bang li welatên rojava kir di şerê li dijî DAIŞê de çek bidin PKKê jî. + +Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de digel rojnameya almanî ya Frankfurter Allgemeine behsa êrişên çekdarên DAIŞê yên li dijî kurdan kir û got, DAIŞ tenê li dijî kurdan nîne lê rojava jî tehdîd dike lewma divê rojava çekan bide PKKê jî. + +Bayik her wiha diyar kir ku take hêza ku bi awayekî micid li dijî DAIŞê şer dike PKK ye û wiha got: ";Divê Ewropa vê kêmasiyê neke ku tenê pişta beşek ji kurdan bigire";. + +Hevserokê KCKê anî ziman ku Tirkiye bi rêya MÎTê çekdarên DAIŞê perwerde dike ji ber wê jî divê Ewropa guvaşê li Tikiyeyê bike da ku vî karî neke. + +Li gorî Cemîl Bayik, Tirkiye rê dide milîtanên DAIŞê ku bi hêsanî ji Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê bibin ji ber wê jî divê Ewropa pêşiya vê yekê bigire. + +Hevserokê KCKê behsa şerê Şingalê jî kir û got, eger gerîlayên PKKê dorpêça çiyayê Şingalê neşikandiban bi hezaran êzîdî dê ji aliyê DAIŞê ve hatiban kuştin. + +Cemîl Bayik li ser îdiayên ku dibêjin hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê çek dane wan jî got, tiştekî wisa tine. + +VT-23082014-Derbare Ekemin Shehide Rojava-Duhok-Box +Întro +Şehîd murad behrem naskirî bi navê tîrêj li gundê hilêq li rojava yê kurdistanê hate bin ax kirin. +lê welatiyên başûrê kurdistanê û siyaset medarên wê ser şerê pêşmergeyên rojava di axivin û dibêjin ko ew dubarkirina şerên sala babilîska(qern) 20 ye li dijî çekdarên daiş tê dubarkirin +kesayet +dilşad şe-ban¤WA0 4848 endam perlemanê ¤WA1 4832 +Yekemîn şehîdê pêşmergeyên rojava Mirad Behrem li gundê hilêq yê kurdistanê hate bin axkirin lê karvedanên şerê pêşmergê rojava bi pêşmergeyên başûrê kurdistanê re bêrdewame lewma siyaset medarên başûr kurdistanê dibêjin ko di şoreşên bûrî de jî ciwanên Rojava dîsa di şer de bûn +Welatiyên duhokê dibêjin ko dema dizanin kurd tev di yek sengerê de ne ev yek morale wan û bi taybet moralê pêşmergeyên başûrê kurditsanê yên ko şerê çekdarên daiş dikin herwiha ew dibjin ko ew jî amede ne li rojava yê kurditanê şer bikin +Nakokiyên siyasî li nik xelkê divê tenê di salonên siyasetê de bimînin lê di dema bû û şer qewemî li deverkê kurdî divê kurd bi yek helwestê bin +Heta niha şehîdek û neh birîndar ji pêşmergeyên rojava di şerê li dijî şekdarên daiş ketin li gorî zaniyariyên rûdawê +Şehîd murad behrem naskirî bi navê tîrêj li gundê hilêq li rojava yê kurdistanê hate bin ax kirin. +lê welatiyên başûrê kurdistanê û siyaset medarên wê ser şerê pêşmergeyên rojava di axivin û dibêjin ko ew dubarkirina şerên sala babilîska(qern) 20 ye li dijî çekdarên daiş tê dubarkirin +dilşad şe-ban endam perlemanê kurdistanê +Yekemîn şehîdê pêşmergeyên rojava Mirad Behrem li gundê hilêq yê kurdistanê hate bin axkirin lê karvedanên şerê pêşmergê rojava bi pêşmergeyên başûrê kurdistanê re bêrdewame lewma siyaset medarên başûr kurdistanê dibêjin ko di şoreşên bûrî de jî ciwanên Rojava dîsa di şer de bûn +Welatiyên duhokê dibêjin ko dema dizanin kurd tev di yek sengerê de ne ev yek morale wan û bi taybet moralê pêşmergeyên başûrê kurditsanê yên ko şerê çekdarên daiş dikin herwiha ew dibjin ko ew jî amede ne li rojava yê kurditanê şer bikin +Nakokiyên siyasî li nik xelkê divê tenê di salonên siyasetê de bimînin lê di dema bû û şer qewemî li deverkê kurdî divê kurd bi yek helwestê bin +Heta niha şehîdek û neh birîndar ji pêşmergeyên rojava di şerê li dijî şekdarên daiş ketin li gorî zaniyariyên rûdawê + + +Mêrdîn (Rûdaw) – Mamostayên kurdî yên ji Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê derçûne, wek nerazîbûna li hember wernegirtina xwe dest bi gireva birçîbûnê dikin. Mamostayên kurdî dibêjin, bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî. + +Yek ji mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê bi navê Yûnis Aslan ji Rûdawê re got, em komek mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê dê sibê li ber avahiya Rektoriya Zanîngeha Artukluyê dest bi gireva birçîbûnê bikin. + +Li ser sedemên vê çalakiyê jî Aslan got, mebesta me ji vê çalakiyê ew e ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî. + +Wî mamostayê kurd da zanîn, sedemeke din a vê çalakiyê jî ew e ku ji par ve nêzîkî 1000 mamostayên kurdî dîplomaya mamostatiya kurdî wergirtine lê heta niha yek ji wan jî ji aliyê hikûmetê ve nehatine tayînkirin. + +Mamosta Aslan eşkere kir ku destpêkê ewê bi 20 mamostayan dest bi girevê bikin lê paşê dê hejmara wan zêde bibe. + +Li gorî agahiyên Yûnis Aslan, mamostayên kurdî yên Wanê jî dê roja 27ê Tebaxa îsal daxuyaniyê bidin paşê dê tevlî çalakiya wan li Mêrdînê bibin. + +Çalakiya mamostayên kurdî sibê saet 14:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike. + +Hikûmeta Tirkiyeyê beriya du salan soz dabû mamostayên kurdî dê wan wek karmendên perwerdehiyê werbigire lê heta niha ev soz bicîh neaniye. + +Tê zanîn, piştî ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî wer dersa bijarde di medreseyan de hat pejirandin Enstîtoya Zimanê Zindî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê dest bi perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî kiribû. + +Dihok (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê perîşan û şepirze bûne, dibêjin ew ji mirinê rizgar bûne lê her roj gazî Xwedê dikin ku canê wan bistîne. + +Di encama êrişên çekdarên DAIŞê de li dijî devera Şingalê û gund û bajarokên ku pirraniya xelkê wan kurdên êzîdî ne, bi hezaran êzîdî koçber bûn û berê xwe dan deverên din. + +Ew dibêjin: Em ji qonaxên zor re derbas bûne; ya yekê ji destê DAIŞê rizgar bûn û reviyan çiyê, ya duyem li hember birçîbûn û bêaviyê li ber xwe dan ya sêyem jî ji çiyê daketin û piştî bi saetan meş gihîştin cihê aram... + +Hinek ji wan dibêjin, em ji mirinê filitîn lê em roj ji Xwedê dixwazin canê me bistîne... + +Dihok (Rûdaw) – Malbateke nahiyeya Gir Izêrê ya girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, komkujiya ku çekdarên DAIŞê li devera wan kirine ji Rûdawê re vegot. + +Malbateke devera Gir Izêrê ya Şingalê şahidê komkuştin û talankirina mal û milkên xelkê wê deverê ji aliyê DAIŞê ve bûye… + +Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê û gundên derdorê kirin, hinek malbatan karîn xwe rizgar bikin û birevin çiyayê Şingalê lê gellek keç, jin û zilam ketin destê wan… + + +Nêzîkî 21 meh in diyalogên pêvajoya aşitî di navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyeyê bi riya rêxistina îstîxbaratê MÎTê dest pê kiriye û ev 17 meh in jî şer li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de rawestiya ye, lê heta niha jî bi awayekî rasteqîne, pêvajo derbasî qonaxa duyem ango danûstandinan nebûye. Qonaxa ku êdî dewlet bi awayekî siyasî nêzîkî pêvajoyê bibe û desteyeke bê alî yan jî aliyê siyemîn çavdêriya wan danûstandinan bike, bê lidarxistin. + +Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, di destpêka vê mehê de dibêje, pêvajo êdî ji qonaxa diyalogê derbasî qonaxa danûstandinan bûye, yanî ji ya yekemîn derbasî qonaxa duyemîn bûye û nexşeriyeke pêvajoyê ku wê li meha îlonê de bi rê ve biçe, destpê dike û êdî wê li dewsa şandeyên MÎTê saziya şêwermendiya civakî û ewlekariya serokwezîrtiyê vî karî birêve bibe û ew niha bi ocalan, rayedarên HDPê re dide û distine û ewê bi berpirsên KCKê re jî hevdîtinan pêk bînin. +Rêberê PKKê Ocalan di piraniya hevdîtinên şanda HDPê de tekez dikir ku, pêwîstîya pêvajoyê bi çavdêrên navneteweyî heye û hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî di meha hezîrana borî de diyar kir ku, ji bo ku pêvajo derbasî qonaxa danûstandinan bibe, hebûna çavdêrên navneteweyî şert e. Lê alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay meha borî digot, Tirkiyeyê pêvajoyê bi xwe dimeşîne, û pêwîstî tineye ku aliyeke siyem têkeve nav vê pêvajoyê û êdî li dewsa MÎTê wê saziya şêwermedên civakî û ewlekarî rasterast qonaxa duyemîn bimeşîne. +Li gor rojnameya Cumhuriyeta Tirkiyeyê, danûstandinên pêvajoya Osloyê 2009an, dewleta Îngîlterê û hin aliyê din, wek aliyê siyemîn di wê pêvajoyê de cî digirt û tomarên deng yên ku li tora civakî ya înternetê de belav bûye ew gotin pişt rast kir. +Her li gor rojnameya Cumhuriyetê, di demên dawî de şanda hikûmetê ku bi Ocalan re hevdîtin dikirin, careke din mijara aliyê siyemîn ya navneteweyî ku çavdêriya pêvajoyê bike, gotubêj kirine û diyar e ku hikûmet çirayeke kesk destinîşan kirina aliyê siyem re vêxistiye. Lê heta niha nîqaşên ku, kî di vê çavdêriyê de wê cî bigire, dewlet bin yan saziyên navneteweyî bin ne hate bi dawî kirin. PKKê dixawaze ku saziyeke bêalî ya navneteweyî be. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze dewleteke siyem a bê alî be, lê heta niha jî ew nîqaş berdewame û negihêşitiye encam û biryaran. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsiyariya xwe ya teqînên duhî yên li Kerkûkê ragihand û navê xwekujeran jî aşkere kir. +DAIŞê li ser înternete belav kir ku, teqînên duh yên li Kerkûk û Hewlêrê ji hêla xwekujerên wan ve hatine pêkanîn. Li gorî daxuyaniya DAIŞê, teqînên Kerkûkê ji hêla xwekujerên bi navê Ebû Emne Ensarî, Ebû Îbrahîm Almanî û Ebû Yaser Almanî ve hatine pêkanîn. +Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Hewlêrê jî bi otomobîleke bombe barkirî hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kirine armanca êrişê. +Duh li Kerkûkê 3 êrişên bombeyî bi xwekujeran hatibûn kirin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 123 jî birîndar bûbûn. + +Sine (Rûdaw) – Parêzgarê bajarê Sine ya Eyaleta Kurdistanê got, di demên pêş de li Zanîngehên Sineyê beşên Wêje û Zimanê kurdî wê bên vekirin. +Parêzgarê bajarê Sine (Senendec) yê Îranê Abdul Muhammed Zahîdî civîneke çapemenî li dar xist. Zahîdî got, ";Ser daxwaza gelê Kurdistanê, hikumetê biryar da ku li Zanîngehan dersên Wêje û Zimanê Kurdî bên danîn."; +Herwiha Zahîdî got, Wezîrê Çandê yê Îranê soz daye ku di demeke nêzîk de vê planê pêk bînin. +Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, mafên komên êtnîkî yên li wê welatê heye ku bi zimanê dayîkê perwerde bibînin. Di sala 2004 de li Îranê biryara vekirina beşên Wêje û Zimanê Kurdî hatiye dayîn lê heta niha bi hinceta nebûna mamoste û pereyan ev biryar nehatiye bicihanîn. +Sine, li Rojhilata Kurdistanê peytextê Eyaleta Kurdistanê ya ser Îranê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê ragihand, pasaport didin erebên Iraqê ku xwe sipartine Herêma Kurdistanê. +Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê, bi armanca kêmkirina daxwazeke pir zêde ya bo pasaportan, di çarçoveya biryara Bexdayê de rojên Şemî jî dixebite. +Erebên ku penayê Kurdistanê bûne, je herêmên ku ketine jêrdestê DAIŞê revîne û ji ber vê yekê nikarin li herêmên xwe karên resmî bikin. +Tê ragihandin, hin penaberên ku daxwaza pasaportê dikin êdî naxwazin vegerin Iraqê. +Li gorî daneyên Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê, di navbera mehên Çile û Hezîrana vê salê de, 42 hezar û 490 welatiyên Iraqê pasaport girtine. +Daneyên fermî nîşan didin ku heta niha nêzîkî 2 milyon penaberan xwe sipartine Herêma Kurdistanê û ji wan 700 hezar kes ji bajarên Mûsil û Selaheddinê hatine. + + +Sêrt (Rûdaw)- Li Sêrtê qepaxên deriyên bendavê hatin vekirin û kesên li wê derê çûbûn seyranê di avê re çûn. +Li ser agahdarkirina welatiyan hejmareke zêde tîmên rizgarkirinê û ambulans bo herêmê hatin şandin. +Cihgire Parêzgarê Sêrtê Mustafa Pala ragihand, beriya saetek qepaxên Bendava Alkumruyê hatine vekirin û kesên ku li herêma qedexe di seyranê de bûn zirar dîtine û heta niha 10 kes hatine rizgar kirin. +Tîmên rizgarkirnê hêj li herême dixebitin. + + +Roja Îna borî bi şev, yekîneyên parastina gel Y.P.G ê êrîşeke giran birin ser çend gundên başûrê navçeya Til koçer , kû dibin kontrola rêxistina Dewleta îslamî li Îraq û Şamê Daişê debûn û di encamê de şer û pevçûnên dijwar di navberas her du aliyan de derketin. +herweha li gor çavkaniyên meydanî hêzên Y.P.Gê bi çekên giran êrîşî herdû gundên Sefa û Ekreşa yên nêzîk ji bajarokê Ceza kiribûn û di encamê de ew herdu gund şewitandibûn . +çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got hêzên Y.P.Gê ji gundê Ramela bi mûşekan navendên Daişê li bajarokê Ceza topbarankiribûn lê amarên rasteqîne yên kuştiyan heta niha nehatine zanîn. +Li gor heman çavkaniyê, fermandeyekî Y.P.G.ê yê bi navê Soran, ku xelkê başûrê Kurdistanê ye, hatiye birîndar kirin, li ev yek ji aliyê YPGê ve nehatiye piştrastkirin. +heman Çavkaniyê ragihand kû mîrekî Daişê, bi navê Ebû dareya di şer û pevçûnên devera Cezaa de ,hatiye kuştin . +ji aliyê xwe ve, navenda ragihandina yekîneyên parastina gel YPGê, li ser şerê devera Ceza ,roja Înê beyan-nameyek belavkiribû ku tê de hatiye ku çekdarên Daişê piştî kû çekên giran ji deverên Sûrî û Îraqê bi dest xistibûn, êrîşî devera Ceza û derdora wê kiribûn , kû heta niha ewan tu pêşketin bi dest xwe ve ne anîne , lê li gundekî wê deverê ewan çar hemwelatiyên Ereb Îdam kiribûn û paşê êrîşî devera Rebîaa kiribûn . beyanameyê got tevî kû çekdarên daişê piştgiriyeke mezin ji deverên Hol û Dêrezorê bi xwere anîbûn lê wan tu pêşketin bi dest nexistine . +her di derbarê şerê Cezaa de beyanameyê ragihand kû hêzên Y.P.G ê 50 çekdarê rêxistina Daişê kuştine û termê du kuştiyên çekdarên Daişn ketine destê wan de di gel gujmeyek ji keresteyên teqemeniyan , kû hat xuyakirin kû yek ji wan kuştiyan pisporê teqemeniyan bû û ew duh ji devera Hol anîbûn . herweha hêzên Y.P.G ê tangek û çar otombîlên çekdarên daişê têkşikandibûn. +Beyannameyê herwiha got kû şer û pevçûnan ji demjimêr yekê piştî nîvê şevê destpêkiribû û heta 5 ê sibeha îro berdewabû . + +Germiyan (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge gav bi gav nêzîkî navçeya Celewla dibin. Şerekî dijwar niha li navçeya Helwan ku dikeve rojhilatê Celewlayê didome û hêzên Pêşmerge çar aliyên Celewla girtine. + +Peyamnêrê tora medyayê Rûdawê radigihîne, Pêşmerge gelek nêzîkî sengerên DAIŞê bûye û êdi bi çavan tên dîtin. Her wiha çavkaniyekî Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya şer ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyan hemû gundên Celewla û rêyên ku diçin vê navçeyê xistine jêr kontrola xwe. +Heman çavkaniyê ragihand, heta niha di pevçûnan de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê pêşmergeyan de ye û gelek amûrên şer ên wek tifingên BKC û doçka jî ketine destê pêşmergeyan. +Hewlêr (Rûdaw) – Pêşkêşkarê bernameya televîzyonê Renc Sengawî ku yek ji beşdarên ";Ice Bucket challenge"; ye, ava berfê di serê xwe re rijand û ji çend kesên dîtir re meydan xwend. +Renc Sengawî ku di televîzyona Rûdawê de bernameya ";Li Gel Renc"; pêşkêş dike, li ser meydan xwestina bêjerê navdar ê Iraqê Enwer Hemdanî, ev meydan xwestinê qebûl kir beşdarî çalakiya ";Ava Berfê di ser xwe re jinadin"; bû. +Di encamê de Renc Sengawî sitilek ava berfê ser xwe de rijand û ji Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talabanî û Murat Karayılan re meydan xwest ku ava berfê di ser xwe de bikin. +Renc her wiha got, bi her awayê ew piştgiriya van nexweşên ALSê dike ku pêwîstiya wan bi hevkarî heye û her wiha xemgîniya xwe bo awareyên Şingalê û malbatên pêşmergeyên şehîd nîşan da. +Di Ice Bucket Challengê de, kesê ku meydan xwestinê qebûl dike, divê sitilek ava berfê bi ser xwe de birijîne û pişt re jî çend kesên dîtir re meydanê bixwazê. + + +Dihok (Rûdaw) – Hêzeke Asayişa Şingalê û şervanên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê ne û koçberan diparêzin, nehîştin çekdarên DAIŞê singe çiyê bombe û mîn bikin. Her wiha di şerekî de serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin. + +Efserekî Asayişa Şingalê bi navê Kîfah Husên ku li ser çiyayê Şingalê ye, ji Rûdawê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê dixwestin singê çiyê bombe û mîn bikin lê hêzeke me bi alîkariya hêzeke Qasim Dirbo êrişî wan kirin. + +Kîfah Husên da zanîn, piştî du saet şer û pevçûn me karî wan bidin revandin û ji wir vekişin. + +Li gorî agahiyên Husên, di wî şerî de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Esed Şimer ku berpirsê mînkirinê bû, hat kuştin. + +Qasim Dirbo yek ji kesên naskirî yên devera Şingalê ye ku piştî girtina deverê ji aliyê DAIŞê ve derdora 150 şervanên êzîdî kom kiriye û bi alîkariya hêzeke Asayişa Şingalê li ser çiyayê Şingalê ne û nahêlin çekdarên DAIŞê derbasî çiyê bibin. + +Heta niha gellek kurdê êzîdî yên ji ber DAIŞê reviyane çiyê li ser çiyayê Şingalê mane. Ew dibêjin heta Şingalê ji DAIŞê neyê standin ew ji çiyê danakevin. + +Ormiye (Rûdaw) – Nûnerê azerî yê bajarê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr bi tundî gazinde li rayedarên dewleta Îranê kir ji ber ku ti gavek ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê ku ber bi zuhabûnê ve diçe, neavêtine. + +Zuhabûna Gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê êdî tenê kirîzeke aborî û jîngehî nîne çimkî bûye meydana nakokiyên siyasî yên rayedarên dewleta Îranê jî. + +Ev çendîn sal in dewleta Îranê sozên rizgarkirina Gola Ormiyê dide. Gola Ormiyê niha li ber mirinê û roj bi roj jî mirina wê nêzîktir dibe. + +Li gorî medyaya Îranê, nûnerê azerî yê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr pêr (23ê Tebaxê) di civîna parlamentoyê de gazinde û rexne li hikûmeta Rûhanî kir û ragihand, heta niha hikûmetê ti gaveke piratîkî ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê neavêtiye. + +Nadir Qazîpûr anî ziman ku soz û hewlên hikûmetê heta niha tenê di çarçoveya gotin û silogan û sêmînaran de mane ji ber wê jî qedera golê ji niha teslîmî mirinê bûye û paşerojeke xeter li benda bajarê Ormiyê û parêzgehên din ên derdora golê ye. + +Wî parlamenterê îranî ji rayedaran xwest, bi awayekî bilez dest pêşiya karesata zuhabûna Gola Ormiyê bigirin. + +Li gorî pisporên jîngehê, lêdana bîrên zêde, bikaranîna avê ji bo çandiniyê, guherîna rewşa hewayê û çêkirina bendavan li ser çemên ku dikevin golê sedemên serekî yên zuhabûna ava Gola Ormiyê ne. + +Di serdema hikûmeta Ehmedînejad de dihat gotin ku dê ji Çemê Aras avê bînin bo rizgarkirina golê lê ew pilan jî derew derket. + +Zêdetirî %90 ji ava Gola Ormiyê zuha bûye û li gorî pisporan eger ev rewş bidome êdî gol bi yekcarî dimire. + +Gola Ormiyê mezintirîn gola Îranê û duyemîn gola şor a cîhanê ye. Di navbera parêzgehên Ormiye û Tewrêzê de ye û rûbera wê derdora 52 hezar kîlometrên du-goşe ye ku dike %3 ji rûbera giştî ya Îranê. + +Bajarên Ormiye, Mehabad, Miyandav, Neqede, Selmas, Pîranşar, Şino, Tewrêz, Meraxe û Azerşehr li derdora Gola Ormiyê ne û çemên Zêrîne, Sîmîne, Tal, Gadar, Barandûz, Nazlû û Zola dirijin nav golê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden, kêfxweşiya xwe li hember serkeftinên hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Joe Biden kêfxweşiya xwe li hember serkeftinên hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de anî ziman û ragihand, Amerîka dê li ser piştgirtina hêzên Pêşmerge berdewam be. + +Alîkarê Obama li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî got, divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingehên rast û bawerî û çareserkirina arîşeyan were avakirin. + +Dihok (Rûdaw) – Hat zanîn sê berpirsên leşkerî û siyasî yên PDKê ji ber ku di bûyerên Şingalê de ";xemsarî"; kirine rastî lêpirsînê hatine û ji bo wê jî navenda giştî ya PDKê, Pîrmam, hatine gazîkirin. Berpirsekî PDKê jî dibêje, jibilî wan sê kesan hinek berpirsên din jî dê ji ber Şingalê rastî lêpirsînê bên. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrevaniyê General Seîd Kêsteyî, Rêveberê Asayişa Şingalê Şewket Kanîkî û Berpirsê Liqa 17 a PDKê li Şingalê Serbest Babîrî ji ber xemsarî di parastina devera Şingalê de ketin bin lêpirsînê û niha jî li navenda giştî ya PDKê li Pîrmamê ne. + +Şewket Kanîkî li ser vê yekê got, em ji ber wê çûne Pîrmamê ku bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re li ser bûyerên Şingalê hevdîtin bikin. + +Bi fermana Barzanî lêjneyek ji bo lipeyçûna bûyerên Şingalê pêk hatiye. Di nav lêjneyê de nûnerê Barzanî, nûnerê Wezareta Pêşmerge û dozgerek hene û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine. + +Jêderekî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, Barzanî pir bi hûrayî bûyerên Şingalê dişopîne û pir zû berpirsê liqa 17 a PDKê (Babîrî) ji kar dûrxist. Wî jêderî ku nexwest navê wî were gotin, her wiha diyar kir, bi fermana Barzanî sê berpirsên PDKê çûne Pîrmamê û niha di bin lêpirsînê de ne. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, jibilî wan her sê berpirsan hinek berpirsên din jî dê ji ber bûyerên Şingalê li Pîrmamê bên lêpirsînkirin. + +Şewket Kanîkî dibêje, em li Pîrmamê nehatine desteserkirin tenê ev çend roj in em li bendê ne bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re rûnên. Jixwe her tişt tê zanîn û kes êdî nikare veşêre. + +Kanîkî diyar kir ku ew nizanin Barzanî dê çi biryarekî di heqê wan de bide lê ";her biryarekî bide stûyê me li ber kêra wî ye";. + +Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrvaniyê General Seîd Kêsteyî jî ku niha li Pîrmamê û di bin lêpirsînê de ye ji Rûdawê re got, her wextê dilê me bixwaze em diçin hotêlê xwarinê dixon çimkî em ne girtî ne û tenê li benda Serok Barzanî ne. + +Lê Rûdawê nekarî bizane ka berpirsê liqa 17 a PDKê Serbest Babîrî jî li Pîrmamê ye yan na çimkî xuya nake û telefonan jî bersiva nade. Kanîkî û Kêsteyî jî tiştek li ser wî eşkere nekirin. + +Li gorî berpirsekî mezin ê PDKê, dema berpirsekî/e PDKê kêmasiyekî dike destpêkê dibin Pîrmamê û li wir dixin bin lêpirsînê. Rast e li wir nayên girtin lê mîna girtiyekî/ê bi wan re didin û distînin ji ber ku nikarin her cihê ku dilê wan xwest herin. + +Koçberiya bi kom ber bi dewletên ewropa ve yek ji xwestekên kurdên êzîdî ye û ev daxwaz dibe mijara oldarên ayîna êzîdî ko ew dibînin ko kurdên êzîdî heger parastineke cîhanî bo wan bê dabîn kirin ew wê vegerin deverên xwe +Baba çawWA2 4824 4952 serpiriştê perestgeha laleş +doza koçberiya bi kom nav jimareke ji xelkên êzîdî derdikeve ko civata rûhanî êzîdî jî kir ye yek ji xwestekên xwe bo dewletên cîhanê. +Lê her ciwan dibînin ko hêviyeke wan heye ko li vegerin male xwe +Lewma xweştir ji cihê mirov lê jidayik bibe nîne ciwanên kurdê êzîdî jî dudilin derbarê biryara koça ji welat +Oldarên êzîdiya hewl didin wan genca têxin bawerya ko ew dev ji laleş û deverêb xwe yên pîroz ber nedin û soza dixwîn ko ew doza parastina wan li mala wan bikin da fermanên wiha dubare nebin +Li welata elmaniya bi tenê ji 80 hezar ta bi 100 êzîdî heye niha ew di salên berê de berê xwe dabûnê + + +ئینترۆ : ژبۆ چارهسهركرنا نهخوهشێن ئاوارهبووی ل باشورێ كوردستانێ تیمهكی خۆ بهخشێ نۆژدارێن كورد ژ كۆنگرهیا نوژدارێن میزیبۆتامیا گههشتن باشورێ كوردستان ژبۆ چارهسهریێ ... ئهو تیمێ نوژداران نهك ب تنێ دهرمان ژبۆ نه خۆشان ئانینه بهلكو جل وبهرگ وپێتڤی ژی ژبۆ زارۆكێن شنگال دگهل دهنه ودابهش دكهن +كۆنگرا نۆژدارێن مۆزۆبۆتامیا یێن كورد ل ئهلمانیا كه ژ ههموو نۆژدارێن كوردان بهشداریێ تێدا دكن دهرباری رهوشا باشورێ كوردستانێ ب گشتی وئاوارهبوویێن شنگال ب تایبهت هاتنه دهنگ وتیمهكی خوه بهخش پێك ئانینا دا كو سهرهدهریێ ل رهوشا وان بكهن +پرۆقیسۆر حسێن بهكتاش سهرۆكێ كۆنگره وتیمێ خوه بهخش +ئهو ان ل زاخۆ خوه ب جیه كرینه لێ نه تنێ هاریكاریێن تهندروستی پێشكێش كرینه بهلكو ژبۆنا وان زارۆكێن پێتڤی جل وبهرگان هاریكاری ئانینه +دكتۆر دانا : خوهبهخش +رێڤهبهریا ساخلهمیا زاخۆ ژی كار ژبۆ وان دهستنیشانكریه ودگهل چهند تیمێن گهرۆك یێن ب تیمێن مۆبایلا ل ناڤ دبن قهستا جهێن ئاوارهبوویان دكهن ژبۆ ههر تهنگاڤیهكا كو خهلك تێرا دهربازببی +قهرهنی سهعید عهبدوللا : رێڤهبهرێ ساخلهمیا زاخۆ +ئهوی تیمێ خوه بهخش ئێك ژ كهنالێن ههرێن ناڤدارێ ئۆرپا ژی دگهل دایه كه ب زهدهفه 2df ب ناڤه كه رۆژانه رهوشا ئاوارهبوویان ل باشوری كوردستان ڤهدگ + +Sêrt (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna ava çemê Botanê 6 kes li ber avê çûn ku 5 ji wan mirin. + +Duh danê êvarê ava çemê Botanê li Sêrtê ji ber ava ku ji santrala hîdrolîk ya şîrketeke taybet ketibû nav, zêde bû ji ber wê jî ew kesên ku li derdora çêm hatibûn seyranê li nav li be avê çûn. + +10 kes ji welatiyên ku ji ber avê çûbûn ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên saziya Rewşa Awarte ya Serokwezîriyê ya Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin rizgarkirin lê 6 kes nehatin dîtin. + +Xebata tîmên rizgarkirinê dom kir lê herî dawî ji wan 6 kesan cenazeyên 5 kesan hatin dîtin. Navên kesên di avê de xeniqîn wiha ne: Semanûr Parlakuşer (10 salî), Seval Parlakuşer (5 salî), Betûl Parlakuşer (8 salî), Ahmet Tente û Fikret Tente. + +Hat gotin, xebata lêgerînê ji bo dîtina kesê bi navê Osman Parlakuşer hê jî didome. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevk û endamê Polîtburoya PDKê Ceifer Îbrahîm diyar kir, hemû eşîrên ku li devera Şingalê xiyanet li kurdan kirin dê bi tundî bên cezakirin. Îbrahîm her wiha da zanîn, bi rayedarên YPGê re di nav diyalogê de ji bo girtina Şingalê. + +Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm ji Rûdawê re got, ew fermande û berpirsên ku parastina devera Şingalê de xemsarî kirine dê bên cezakirin û PDK di vê yekê de qet dudil nîne. + +Li gorî kurdên êzîdî yên ku ji komkujiya Şingalê rizgar bûne, cîran û hinek gundên derora wan ku pirranî ereb in jî alîkariya DAIŞê kirine û herî kêm bi qasî DAIŞê ew êşandine. + +Li ser vê yekê jî Ceifer Îbrahîm got, helbet ew eşîr û kesên ku xiyanet li Şingalê kirin dê bi tundî bên cezakirin. + +Derbarê têkiliyên hêzên Pêşmerge û YPGê li ser çiyayê Şingalê jî berdevkê PDKê ragihand, ew niha bi rayedarên YPGê re di nav diyalogê de ku carek din tengavî çênebe di navbera wan û hêzên Pêşmerge de. + +Di besiva pirsa ";gelo YPG dê cardin li ser çiyayê Şingalê astengiyê li pêşiya pêşmerge derbixe yan na"; de jî Îbrahîm got, êdî tiştekî wisa çênabe û YPG astengiyê dernexe pêşiya pêşmergeyan. + +Beriya niha Rûdawê di raporekî de ragihandibû ku hêzên YPGê bûne asteng li pêşiya hêzên Pêşmerge û amerîkî û nehîştine êrişî çeperên DAIŞê yên Şingalê bikin. + +Ceifer Îbrahîm eşkere kir ku tîmeke şêwirmendên leşkerî yên Amerîka li Dihokê ne û mijûlî pilankirina êrişa li ser Şingalê û deverên Başûrê Kurdistanê yên di bin destê DAIŞê de ne. + +ههڤسهرۆکێ کهجهکێ یێ بهرێ موراد کارایلان ڕۆژا ۲۵ نیسانا ۲۰۱۳ئان ده ژ ڕایا گشتی ڕه ڕاگهاند کو، ئهوێ گهریلایێن خوه ژ ڕۆژا ۸ گولانا وی سالی ده ژ باکوورێ کوردستانێ بهر ب باشوور ڤه ڤهکشینن، لێ د بن هنهک هینجهتێن کو دهولهتا ترکیێ گاڤێن قانوونی ناڤێژه، و ئاستا ئامادهکاریێن خوه یێن شهر بلن دکه، ڤهکشینا هێزێن گهریلا هات ڕاوهستاندن. +تهڤی کو یهک ژ خالێن ههری گرینگ د پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهری یا کو د ناڤبهرا پهکهکێ و هکوومهتا ترکیێ ده ب ڕێڤه دچوو، ڤهکشینا گهریلایان و بێ چهک کرنا وان بوو، لێ ئهڤ ههتا نها پێک نههات، و ل گۆر ئاخافتنێن کو ل کالیدۆرێن هکوومهت و پارتیا هادهپێ ده دگهره وێ د دهمێ نیزیک ده ژی پێک نهیێ. +ل گۆر ڕۆژنامهیا ملیهتا ترکیێ، ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ژ شاندا هکوومهتێ کو ب سهرپهرهشتیا سهرۆکێ ئیستخباراتا ترکیێ ههکان فیدان ل ڤێ مههێ ده پێک هاتیه ڕه، گۆتیه، ژ بهر ئالووزیێن کو ل ڕۆژاڤا کوردستانێ و ڕهوشا داوی ل شهنگالێ، کو ههردو ژی سینۆرێن ستراتهژیکن ژ بۆ ترکیێ و کوردستانێ، وی خوهستیه هێزێن گهریلا ل وان دهڤهران کارێن خوه یێ پاراستنێ دهوام بکن، و ههتا کو ئهڤ ئالووزی و پهڤچوونێن لهشکهری ل ڕۆژهلاتا ناڤین ههبه، ب تایبهتی ژی ل دهردوورا ههرێمێن کوردان، ئهو نکارن مژارا بێچهککرنا گهریلایان تێخن گۆتووبێژێ، لێ مژارا ڤهکشینا وان ژ باکوورێ کوردستانێ ئهو گرێدایی گاڤێن کو دهولهتا ترکیێ د ترکیێ ده باڤێژهیه. +ههروها ل گۆر ڕۆژنامهیا ملیهتێ، ل گۆر ههڤدیتنێن شاندا هکوومهتێ ب ئۆجالان ڕه، مژارا ئافۆیا گشتی ژی ژ ڕۆژهڤا پێڤاژۆیێ دهرکهتی یه، ژ بهر کو پهکهکێ ل دژی بریارا ئافۆیێ یه، ئهو دخوازن دهولهتا ترکیێ وێ مژارێ ب قانوونان چارهسهر بکه، یانی دهستپێکێ ئهو گهریلا و کادرۆیێن کو تهڤلی شهر نهبوونه، بێ دارهزاندن ڤهگهرن ترکیێ، و پشت ڕه دهربارێ یێن کو شهر کرنه قانوونێن کو وان نهیێن دارهزاندن و تهڤلی جڤاکێ سیاسهتێ ببن دهرکهڤه. +ههر وها ئێدی وێ ل دهوسا کو میتا ترکیێ دیالۆگان ب ئۆجالان و پهکهکێ چێدکه، وێ سازیا شێوهرمهندێن ئهولهکاری و جڤاکیا سهرۆکوهزیرتیێ کو ژ ههفت سهکرهتهریان تێ پێکانین، دانووستاندنان برێڤه ببه، و ههموو دانووستاندن ژی وێ بێن تۆمار کرن و نڤیساندن، دیسا وێ ژ ههردو ئالیێن پێڤاژۆیێ، سازیا چاڤدێریێ کو ژ مرۆڤێن پسپۆر،ئاقلمهند و سازیێن سڤیل پێک وهرن بێ لدارخستن،ئوو کێشه و ئاستهنگێن کو دهرکهڤن ئهوێ ب ئالیان ڕه چارهسهر بکن. +ل گۆر داخویانیێن شاندا هادهپێ یێن کو ب ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ڕه ل گراڤا ئیمرالیێ ههڤدیتنان پێک تینن، وێ ئۆجالان د سالڤهگهرا ڕۆژا ئاشتیا جیهانێ یهکێ ئیلۆنێ ده، دهربارێ قۆناخا نوو یا پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهریێ و نهخشه ڕیا وێ ده، داخویانیێن پر گرینگ ڕاگهینه. + + +Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê gefa kuştinê li xelkê gundê bi navê Telmûsê li devera Zûmarê ya Mûsilê dikin, ji ber wê jî gundî ji tirsa DAIŞê direvin û heta niha gellek ji wan reviyan deverên di bin kontrola hêzên Pêşmerge de. + +Berpirsekî YNKê bi navê Kerîm Gegerî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê duh ji gundiyên gundê Telmûsê re gotibûn eger di nav 4 saetan de gund vala nekin dê hemûyan bikujin. + +Kerîm Gergerî ragihand, ji ber wê jî gellek xelkê gund îro ji gund deketine û derbasî xala pişkinînê ya Eloke bûn û ji wir jî hatin veguhestin bo kampeke koçberan li nêzîkî gundê Baezreyê yê Dihokê. + +Li gundê Telmûsê 600 malbat dijîn û hemû jî kurd in. Lê piştî ku devera Zûmarê ji ber êrişên DAIŞê aloz bû pirraniya wan jig und reviyan. Beriya şer jî derdora 100 malbatî gund terikandibûn. + +Wî berpirsê YNKê daxwaz kir ku pêwîstiya wan koçberan bi alîkariyên mirovî heye lewma divê di demeke kurt de alîkarî ji wan re bê şandin ji ber ku rewşa tenduristiya pirraniya zarok û jinan baş nîne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku heger, di desthilatiyê de guhertin bê kirin ew amade ne alîkariya pêvajoya siyasiya Iraqê bikin. +Barzanî îro li bajarê Selehedînê pêşwaziya şandeke Parlementoya Elmanî ya di bin serokatiya Volker Kawder de kir. Barzanî got, hikûmeta berê ya Iraqê deh sal in embargo daniye ser Herêma Kurdistanê û bi taybet ser pêdiviyên pêşmerge. +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha aşkere kir ku, divê hikûmeta nû xeletiyên hikûmeta berê dubare neke û bi berpirsiyarî tev bigere, zirarên ku terorîstan daye gelan jî telafî bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, qanûna di heqê baştirkirina jiyana peşmergeyan de pejirand. +Parlementoya Kurdistanê hê berê, bo ku di hemû aliyan de rewşa jiyana pêşmergeyan baster bike, ji 21 bendan qanûnek qebûl kiribû û bo erêkirinê Serok Barzanî re şandibû. +Qanûn ji 21 bendan pêk tê û bi ";Başkirina rewşa jiyanî a pêşmergeyan, nîşankirina erkê wan û bicih anîna pêwîstiya wan"; hatiye binavkirin. Qanûn arîşeyên pêşmerge ên derbarê rêxistinî, aborî, civakî û tenduristî çareser dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat îdiakirin ku, gerîlayên PKKê 3 endazyarên çînî revandine. +Li gorî nûçeyên medyaya tirkî, gerîlayên PKKê li Gundê Bêspin a girêdayî Silopî ya navçeya Şirnexê 3 endazyarên çînî yên li santrala termîkê de kar dikin, revandin. +Hat ragihandin ku, endazyarên çînî wextê çûna marketê bo danûstandinê de hatin revandin. +Derbarê mijarê de ji PKKê heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Evîn Aso ku, bi meydan xwestina Renc Sengawî beşdarî çalakiya ";Ava berfê bi ser xwe re rijandin"; bûbû, ji Berhem Salih re meydan xwest. +Medyakarê Televîzyona Rûdawê Renc Sengawî, duhî beşdarî Çalakiya ";Ice Bucket Challenge"; bûbû û li gel Nêçîrvan Barzanî, Mûrat Karayılan û Qûbad Talabanî, ji medyakar Evîn Aso re jî meydan xwestibû. +Evîn Aso jî, îro beriya ku sitilek ava berfê di ser xwe re birijîne, meydan ji Berhem Salih Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, Rojnameger Berêz Hacî û Elî Heme Salih endamê Parlementoya Kurdistanê re bo beşdarî çalakiya sitilek ava berfê ser xwe re rijandin bibin, meydan xwest. +Çalakiya ";Ice Bucket Challenge"; bi armanca piştevaniya nexweşên ALS hatiye destpêkirin. Kesên nexweşiya ALS ketine, cureyek felcê dibin, li gel ku her tiştî dibîhîzin, dibînin lê derveyî çavên xwe nikarin tu deverekê xwe bilepitînin. Di vê nexweşiyê de heger alîkariya civakî nebe, ev nexweş di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dide. + + +Mêrdîn (Rûdaw) - Namzedên mamostetiya zimanê kurdî ku Zanîngeha Artukluyê qedandin e, bo nehatine wezîfedarkirin îro dest bi greva birçîbûnê kirin. + +Komek namzedên mamoste ku xwe bi Platformu Mamosteyên Kurdî (PMK) binavkiribûn, îro li ber deriye Zaningeha Artukluyê daxuyanî da. + +Berivan Saruhan, namzedê mamostatiya kurdî, bi navê komê daxuyanî xwend û anî ziman ti sozên ji mamosteyên kurdî yên ku ji Zanîngeha Artukluyê mezûn bûyin re hatine dayin, ne hatine cîh. Saruhan da zanin, ji wan hinekan, bo beşa zimanê kurdî bixwînin dest ji karê xwe berdana û niha tengaviyên aboriye dikşînin û wiha got: + +";Heger em behsa dewletek civakî bikin, piştî ku sozên dayin namzedên mastoyên kurdî û ew stembarkirin, kijan wijdan vê yekê qabul dike? Em pêdagarin; divê sozên ji mamosteyên kurdî re hatin dayin bê qabul kirin. Di vê çarçoveyê de heta kontejana bo mastoyên kurdî neyê eşkere kirin em dê greva birçîbûna ya bidorî du roj bidomînin."; + +Mamosteyên Kurdî, piştî daxuyanî çûn parka Karayollariyê ya ku hemberê Parêzgariya Mêrdînê û dest bi greva birçîbûnê kirin. + +Li Tirkiyeyê serdema perwerdehiya îsal dê 15 Îlonê destpê bike. Bi vê mabestê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ji hemû beşan dê 35 hezar mamosteyan wazîfedar bike. + +Nêzîkê 2 hezar namzedên mamostetiya kurdî yên ji Zanîngeha Artukluyê mezûn bûne, dixwazin di nav wan 35 hezar kesen ku dê bên wazîfekirin de cîh bigrin. +Li Tirkiyeyê ev du sal e, dersa kurdî li pola 5, 6 û 7ê wek dersa bijartê tê dayin. +Rûdaw (Hewlêr)- Çavdêrên siyasî dibêjin, Kurdistan çiqas hatibe perçekirin jî, di rojên teng de, kurd li pişta hev disekinin û weke yek perçe û yek gel, xwedî li hev derdikevin. +Ji 250 hezarê zêdetir welatiyên rojavayê kurdistanê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê penaberî başûrê kurdistanê bûn. Lê hê jî xelkê rojava ku li Başûrê Kurdistanê penaber in hêvî dikin ku rojekê dê welatê wan aram bibe û vegerin ser axa xwe. +Niha jî ji ber êrîşên DAIŞê welatiyên kurd yên Êzîdî ji Şingalê penaberî rojavayê Kurdistanî bûne û xelkê her aliyekî ji herdû aliyên kurdistanê bi erkê xwe radibin û xizmeta penaberan dikin. + +Nûnerên Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê di desteya siyasî û ya giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê dê civîneke taybet lidar bixin da ku hem nêrîn û helwestên xwe derbarê avakirina hikûmeta demkî ya nû ya ser bi opozisyonê guftûgo bikin û hem jî piştgiriya xwe ji berbijarekî serokatiya hikûmetê destnîşan bikin. + +Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyonê ji ber Encûmena Niştimanî ya Kurd ve, Mihemed Xêr Bengo ji Rûdawê re ragihan ku ew weke Encûmen wê di hikûmeta Demkî ya nû de beşdar bibin, lewra nûnerên Encûmenê di Hevpeymaniyê de wê civateke taybet lidar bixin da ku helwestê ji piştgiriya berbijarekî werbigrin û herwiha nêrîna xwe jî li ser hikûmetê darijînin. +Bengo ji Rûdawê re da zanîn ku civata biryar bû 27ê vê mehê ji bo destnîşankirina serokê nû yê hikûmetê bê lidarxistin bi sedema gelek destêwerdanan hat paşxistin ji lewra sibeha roja duşemê civînên desteya siyasî destpê kirin da ku biryara nû yê civînê ku tê çaverêkirin piştî derdora du heftiyan bê destnîşankirin. +Derbarê pişka ENKSê di hikûmeta nû de, Bengo diyar kir ku ev yek li ser encamên danûstandinan ligel pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî dimîne û aşkere kir ku ew guftûgoyan ligel hin pêkhateyan ji bo avakirina hevbendiyan dikin, lê heta niha ne hatiye xuykirin ka bê çi ENKSê re û çi ji hevbendên wê re derdikeve. +Bengo da zanîn ku ew weke nûnerên ENKSê di Hevpeymaniyê de wê daxwazên xwe pêşkêş bikin û wezareta ku dixwazin jî wê destnîşan bikin, lê di dawî de, pişka kurdan wê di navbera aliyan de be û dema ku ev yek hat yekalîkirin emê ji serkirdayetiya ENKSê bixwazin ku nûnerên xwe yên pispor ji bo tevlîbûna hikûmeta demkî destnîşan bikin. +Bengo aşkera kir ku civata Desteya siyasî ku sibeha roja duşemê destpê kiriye û tê çaverêkirin ku heta roja sêşemê jî dirêj bike dê berwara civata Desteya Giştî destnîşan bike û di wê civatê de wê serokê hikûmeta nû were raspartin û wê mohletek ji 15 rojan li pêşiya kesê raspartî hebe da ku kabîneya xwe amade bike û ji bo wergirtina baweriyê pêşkêşî desteyê bike. +Hikûmeta Demkî ya berê ku bi serokatiya Ehmed Tohma bû û ji bal Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê ve hatibû jikarxistin wezîrekî kurd, ku wezîrî diravî û aboriyê Ibrahîm Mîro bû cihê xwe di nav de digrt û heta niha ne diyare ka wê heman wezaret di destê kurdan de bimîne yan na. +Hewlêr (Rûdaw)- Ev tiştê mayî ji Bazara şînkayî û Meywe ya kempa domîzê ne… Bala firoşkarên vê bazarê ser şinkayiya ku ji dest wa çû ye. Polîsan dawî li bazar anîn ve û firoşkar jî doza çarseriyekê bo xwe dikin + + +Ev bazar hejmareke ji malên penaberê rojavayê kurdistanê ser dahatûya wê rojên xwe derbas dikirin û ew niha dîsa vegeriyan bê kar û tu rêkên din bo wan nînin ku karê xwe bi rêve bibin + +Şaredariya Feydiyê dibêje ku ev bazar dervî sînorê kempa domîz e û bi rengekî ne yasayî hatiye vekirin. Serokê şardariyê dibêje ewê alîkar be bi firoşkaran da bazara xwe ji nû ve vekin bi rengekî yasayî + +Kempa domîzê ser bi hezar donimî ye lê dikanên penaberan li derveyî wê hatine vekirin + +Muelim: Sûriyê amade ye li dijî terorîzmê li deverê alîkar be +Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muellim tekez dike ku welatê wî amadeye li gel aliyên navçeyê alîkar be, ji bo şerê li dijî terorîzimê, di çarçoveya biryara 2170 a Netewên yekgirtî de. +Muellim di konferanseke rojnamevanî de li Şama paytexta Sûriyê ragihand, ku hewlên ji bo şer li dijî terorê hene, lê divê ku ew pirose bi alîkarî û hevrêziya li gel Hikumeta Suriyê pêk were, ger nebe ewê wek destdirêjî bê hesibandin. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê komeke çekdaran gule ser gel barandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, komek çekdaran bi otomobîleke opel ku bê hejmar bû, li taxa Nesr bi awayekî seranser gule reşandine ser gelê kolanê. Li gorî agahiyan di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. +Birêveberê Polîsê Nahiye û deverên derdora Kerkûkê Serhed Qadir, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, polîs û hêzên asayîşê di demeke pir kurt de gihîştine cihê bûyerê û wiha dom kir, ";Bo tesbîtkirina otomobîlê lêkolîn dest pê kiriye û termê kuştî jî rakirine tiba edlî û birîndar jî rakirine nexweşxaneyan";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezirê Derve ye Îranê Muhammed Cevad Zerîf, dê sibe bê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. + +Cihgire Berpirsiyare Ragihandina Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Tahir ji Rûdawê re got, Wezîrê Derve yê Îranê dê sibe were Hewlêrê. + +Tahir diyar kir ku ew dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinê pêk bîne. +Wezîr Zerîf, duhî li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û hin rayedarên şîe yên iraqî hevdîtin pêk anîbû. + +Serdana Zerîf piştî ku rêxistina DAIŞê Mûsil bi dest xistî heta niha, cara yekemîn e ji aliye Îranê ve serdanek fermî çêdibe. + +Di hevdîtina sibe de mijarên; êrîşên DAIŞê û avakirina hikûmeta Iraqê ya nû dê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende dê îro serdana Herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtin bike. + +Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende ku roja 24ê Tebaxa 2014an serdana Bexdayê kiribû, bi rayedarên iraqî re civiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Borge Brende piştî serdana Bexdayê çûye Tirkiyeyê û dê ji wir re jî serdana Hewlêrê bike. + +Brende dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistatnê bi taybet rewşa koçberên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê neçar man cîh û warê xwe berdin, gotûbêj bike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin. Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende jî hatiye Hewlêrê. + +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ku duh çûbû Bexdayê, îro serdana Herêma Kurdistanê kir. + +Zerîf li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, alîkarê serokwezîr Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin. + +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser serdana Zerîf ji Rûdawê re got, wezîrê derve yê Îranê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike. + +Felah Mistefa zanîn, Zerîf her wiha dê li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re jî rûnê. + +Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Nerveçê Borge Brende jî gihîştiye Hewlêrê. + +Li ser serdana Brende jî Felah Mistefa got, wezîrê derve yê Norveçê dê serdana kampên koçber û penaberan ên li Herêma Kurdistanê bike her wiha dê rayedarên Hewlêrê re jî bicive. + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Kayapinarê ya Amedê,polîsek dema diçû mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyan, polîsê bi navê Osman Bal (42) ku li navçeya Sûrê ya Amedê erka xwe dikir, duh bi şev piştî ku bi hevalên xwe re li lîstika tîmên Fenerbahçe û Galatasarayê temaşe kirin, vegeriya mala xwe. + +Lê Osman Bal di rê de rastî êrişa çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji des da. + +Polîsê ku hat kuştin li bajarê Maraşê ji dayîk bibû û bavê sê zarokan bû, 11 sal bûn li Amedê polîstî dikir. + +intro .. +Li van cade û kolanên bajarê Aleyê, ku bajarekî serek e yê durziyan e li Libnanê, xelk bi hevxemî rewşa kêmîneyên Iraqê, dişopînin. +Durzî jî,li Libnan û herêmê kêmîne ne, lewre dibe ku baştirîn kes bin ku dikarin derdên kêmîneyên Iraqê, parve bikin. +Li vir xelk wê yekê tînin ziman; Ku DAIŞê mîna şûrekî li ser gerdena hemî kêmîneyan e. +Durziyên vê derê, bi şêweyekî tund, êrîşên DAIŞê li dijî kurdên êzdî û kiristiyanan, şermezar dikin, û dibêjin ku dilê wan li gel kurdan e. +Pêwendiyên kurd û durziyan kevn in. Dêmek rêberê durziyên Libnanê Welîd Cumblat, gelek caran aniye ziman ku bingeha malbata wan kurd e. +Her wiha bavê wî Kemal Cumblat jî, ku jê re dibêjin hosta, ku hatibû terorkirin, serdana Mela Mistefa Barzanî kiribû, û li gel wî rûniştibû. +DAIŞê nêzî mehekê beriya niha, berî ku vekişe, bajarekî libnanî kontrol kiribû, vê jî gefeke rasterast anîbû ser jiyana kêmîne û xelkên din ên vî welatî. +Li yek ji mezintirîn bajarê durziyan li Libnanê, bajarê Aleyê. Xelkên bajêr piştgiriya xwe ji êzdî, kiristiyan, kêmîneyên din ên Iraqê, û kurdan re, didin diyarkirin. Nemaze di vê rewşa niha de. +…. … … … … +Axêver: +¤WA0 4840 4848 +1. Edhem Hekîm, welatiyekî duzrî libnanî : +Bêguman ne hew em tenê, hemî xelk li welatên erebî hevxem in bi wan re. Çunke kêmîne ne, û kêmîne îro li wî welatî din bin gefê de ne. +Em ji wan re, dibêjin ku xaka xwe bernedin, bila yên biyanî ku hatine, derbikevin. +Çi alîkarî pêwîst be, em amade ne. Çi kesê ku dilsoziyê nîşanî wan bide, divê alîkariyê bike, ne tenê bi devan bibêje em bi wan re, ne. +2. Renda,¤WA2 4848 4784 welatiyeke durzî libnanî : +Bêguman ev rewşa heyî nayê qebûlkirin. Helbet divê sînorek jê re bê dayîn û zêde nebe. Xwedê bi kurdan û hemî miletên weku wan re be, û alîkariya wan bike. +3. ¤WA4 4848 durzî libnanî - Nexwest navê xwe bibêje : +Em hevderdên hemî kêmîneyan in, çi êzdî, çi kurd, çi jî kêmîneyên din li deverne din li welatên erebî. Hemî di bin gefa vê komê de ne. Ew pir ji Qurana pîroz û ola islamê ya şerîf, dûr in. +Em bi hêvî ne, ku ev koma han li dîn û îmanê xwe vegere. Di dîrokê de, kesekî weku wan nekiriye. Ne muxol, ne teter, ne jî xeynî wan. +4. Ziyad Xedac¤WA5 4824 ¤WA6 4848 welatiyekî durzî libnanî : +Ev pêwnedî zor kevn in. Dibe ku ne li ser wextê me be. Lê li gor ku em dizanin pêwendîne bihêz in. Em li gel kurdan û her kesê ku rastî sitemkariyê tê. Em hêviya aramiyê ji wan re, dixwazin. Pêwîst e dewletên mezin çareseriyê bibînin. Çunke ew fermandarên vê cîhanê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna digel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ragihand, Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê çek û alîkarî ji Kurdistanê re şand. Barzanî her wiha ew îdiayên ku dibêjin bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê jî bi derew derxist. +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, îro ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê. Zerîf bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. +Piştî civînê Barzanî û Zerîf derketin pêşberî rojnamevanan û li ser naveroka civînê daxuyanî dan. +Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku DAIŞ ne tenê dujminên gelên Iraqê ye dujminê gelên Rojhilata Navîn e lewma Îranê dê di şerê DAIŞê de pişta gelên Iraqê bigire. +Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku ew hêvîdar in nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û got, her cure rêkeftina ku di navbera her du aliyan de çêbibe emê piştgirî bikin. +Piştî Zerîf, Barzanî axivî û ragihand, Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê de çek û alîkarî da Herêma Kurdistanê. +Barzanî her wiha got, ji bo me şerefek mezin e ku DAIŞ li ser xaka Kurdistanê ji nav here. +Li ser îdia û nûçeyên ku dibêjin, bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê û 200 pêşmerge jî dîl ketine destê çekdarên DAIŞê, Barzanî got, ew nûçe û îdia hemû derew in. Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye. + +Dihok (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên ji komkujiya DAIŞê rizgar bûne, niha jî ketine derdê wan jin û keçên xwe yên ku ji aliyê çekdaran ve hatine revandin. Ew dibêjin: ";Jin namûs û şeref e ji ber wê jî heta keç û jinên me neyên berdan em ti carî asûde nabin."; + +Li gorî agahî û amaraên ku hatine belavkirin tê gotin herî kêm 500 jin û çekên êzîdî yên devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin. + +Li gorî ku hinek ji wan bi awayekî veşartî ji Rûdawê re gotine, çekdarên DAIŞê bi şerefa wan dilîzin û dest davêjin wan… + +Yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bi bihîstina van tiştan hemû xem û derdên xwe jibîr kirine û tenê dibêjin, bila şere û namûsa di destê DAIŞê de nemîne me çi nevêt… + +penaberên şingal yê ku ji ber êrîşa daş ber bi rojavayê kurdistnê koçber bûbûm daxwaz ji komsyona bilin a penabera ya ser bi netewin yekbûî ku wan ji rojhilata navîn derbixên +her weha beşk mezin ji ciwanên êzîdî tevlî refin ypg dibên ta ku şer li dijî daşê bikên +text +di encama êrîşên çekdarên DAşê de li dijî devera şingalê û gund û bajarokên ku piraniya xelkê wê kurdên êzîdî ne bi hezaran êzîdî koçber bûn û berê xwe dan deverên din +û yê ku berê xwe dan rojavayê kurdistnê li kampa newroz bi cî bûn û ew li ser rewşa xwe di axivên +stby 1--penaber +73 ferman bi ser êzîdiyan hat û di her fermanekê bi hezara hatin kuştin ji ber wê yekê êzîdiyên penaber daxwaz ji netewin yekboy dikin ku rê ji ware were vekirên ta ku ji rojhilata navin derkevin +stby 2--penaber +li ser malper û ropelin enternêtê behsa wê yekê dihate kirin ku ciwanên êzîdî tevlî +refin ypg bûn ta ku şer li dijî daşê bikin û ciwanekî êzîdî vê yekê pişt rast dike +stby 3--penaber +Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê û gundên derdorê kirin, hinek malbatan karîbûn xwe +rizgar bikin û birevin çiyayê şingalê lê gelek keç jin û zilam ketin dest daşê +ڤیتی_( کومبونا پارێزگارێ دھۆک دگەل نوینەرێن بانکێن نیڤدەولەتی) +کاروان عەلی _____ وێنەگر: عەبدالرحمان تاھر +سی جی : +١. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگاری دھۆک +٢. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگاری دھۆک +٣.ئدریس نەبی: بەرێوەبەری کەمپەکانی دھۆک +ئینترۆ +شاندەکی بانکە نێودەوڵەتیەکان سەرەدانی پارێزگای دهۆک دەکەن و لە وێ بابەت ئابووریەکان وتووێژ دەکەن، بەوەی کە وەک بەڕێوەبەری کەمپەکانی دهۆک دەڵێت گشت یەکە کارگێڕیەکانی ئەو پارێزگایە پێویستیان بە بوودجەی زیاترە، بەڵام پارێزگاری دهۆک دەڵێت ئەگەر پێوسیتیان بە وەرگرتنی پارە بێت لە بانکە نێودەوڵەتیەکان ئەو بانکانە بۆ ئەو مەبەستە تەنها لە گەڵ حکومەتی عێراق مامەڵە دەکەن، هەڵوێستی حکومەتی عێراقیش بە هەڵوێستەکی نا ڕوون دەزانێت. +تێکست +روژ بو روژێ خەرجێن باشورێ کوردستانێ زێدەترێ لێدھێن دبەرمبەردا حکومەتا عیراقێ وەکو پێویست خوە نادەتە ل بەرڤان خەرجیا دسەردانا شاندەکێ بانکەکانیڤدەولەتی بو پارێزگەھا دھۆک گەنگەشەل سەر بابەتێن ئابوری کر.... +١. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگارێ دھۆکێ +پارێزگارێ دھۆکێ ئاماژە بوێ چەندێ کر ئەگەر ئەو پێدڤی وەرگرتنا پارابن ژ بانکێن نیڤدەولەتی ئەو بانگ سەردەرێ دگەل حکومەتا ھەرێما کوردستانێ ناکەن بتنێ حکومەتا عیراقێ و ھەلویستێ حکومەتا عیراقێ ژی یێ زەلال نینە خزمەتکرنا ئاوارەیان.. +٢.فەرھاد ئەتروشی :پارێزگارێ دھۆکێ. +ھەمی یەکەێن کارگێری نوکە پێدڤی ب بودجەنە رێڤەبەرێ کەمپێن پارێزگەھا دھۆکێ ئاماژە بوێ یەکێ کریە دڤێت رێکخراوێن نیڤدەولەتی زێدەتر خوەل رەوشا دھۆکێ بکەنە خودا. +٣.ئدریس نەبی: رێڤەبەرێ کەمپێن دھۆکی +کار و بازار ژیانا روژانەیا خوجھێن پارێزگەھا دھۆکێ و دگەل رەوشا ئاواراین ژ ستورێن گرنگێن پارێزگارێ دھۆکێ بون دکومبونێ دا. + +٢٦ ساڵ بەسەر ئەنفالی گوندەکانی دهۆک تێدەپەڕێت +26 سال بەر لە ئێستا لە چوارچێوەی شاڵاوی ئەنفال و لەسەر دەستی رژێمی پێشووی عێراق قۆناخی هەشتەمی ئەنفال دەستیپێکرد، ئەو قۆناخە لە ٢٥ ئاب دەستیپێکرد ، لەو رۆژەدا سوپای عێراق بە هاوکاری فڕۆکە ئاسمانییەکان بە بۆمبی کیمیایی هێرشی کردە سەر گوندەکانی ژێر دەسەڵاتی پێشمەرگە و زۆربەی گوندەکانی سنوری پارێزگای دهۆک و نەینەوای خاپورکرد ، هەروەها بە هەزرانا هاونیشتمانی بێ سەروشوێنکران. +رزگاربووانی ئەو شاڵاوەی رژێمی بەعسی عێراق دەلێن تا ئەمڕۆش ئامادەین بەرگری لە خاکی کوردستان بکەین دژی هەر هێرشێک کە بکرێتە سەری. + +بهرى 26 سالان دچوارچوڤێ هێرشێن ئهنفالاندا، ل رۆژا 25ى تهباخا 1988 قوناغا ههشتێ یا ئهنفالێ دهستپێكر، دڤێ رۆژێ دا سۆپایێ عیراقێ و دویڤهلانكێن وان ب هاریكاریا فرۆكه و بۆمبێن كیمیایى هێرش كرنه سهر گوندێن دبن دهستهلاتا پێشمهرگهى، دئهنجامێ ڤێ هێرشێدا سهرجهم گوندێن كوردستانێ ل سنوورێ پارێزگههێن دهۆك و نهینهوا هاتنه خرابكرن و ب هزاران كهس هاتنه بێ سهروشوین كرن. +ژنێن پاشمایین ئهنفالان بهرههڤیا دیار دكهن كو ههردهم بهرههڤن بهرگریێ ژ ئاخا كوردستانێ بكهن. +*** + ئهنفالێن سالا 1988 كو ب ههشت قوناغان دهستپێكر دژى خهلكێ كوردستانێ، و تێدا 182 هزار كهس هاتنه بێ سهروشوین كرن. +پاشمایێن ئهنفالان كو ههڤژین و كورێن خۆ ژ دهستداینه لێ دبهرههڤن نوكه وهك پێشمهرگهك بهرگریێ ژ خهلكێ شنگال بكهن. +حوسنا +قورتالبوویهكێ كوشتنا ب كۆم ل ئهنفالان دخوازیت ریگری بیته كرن ل كریارێن مینا ئهنفال و جینوسایدا. +خهلات +هندهك پاشمایێن ئهنفالان رویدانێن شنگالێ وهك ئهنفالان میناك دكهن لێ جوداهى ئهوه وى دهمى جیهان یا بێ دهنگ بوو، نوكه گهلێ كورد قهوارهك ههیه و سازیێن راگههاندنێ ههنه كو دهنگێ وان بگههینن. +شرین +ئىڤ ساله چالاكیێن یادا ئهنفالان هاتنه راگرتن ژبهر رویدانین شنگالێ +عهلى +ئهنفالا بادینان كو قوناغا ههشتێ یا ئهنفالان بوو، ل 25/ 8/1988 دهستپێكر و تا 6/9 یا بهردهوم بوو، تێدا سۆپایێ عیراقێ و دویڤهلانكین وان هێرشێن بهرفرهه كرنه سهر گوندان ب پشتهڤانیا فرۆكه و بومبان. + + +پشتەڤانی و چوونا بۆ چەپەرا شەر ژ ئالیێ خانەنشین و کەسێن خوەبەخش کو ژ گەنج و پیران پێک تێن بەردەوامە. +ب دەھان کەسێن خانەشین و گەنج ل دھۆکێ ئامادەبوونا خوە دیارکرن ژ بۆ ھەر کارەکی کو ژ وان وەرە خوەستن، ژ بۆ ئەو ژی بکاربن بەرەڤانیێ ل ئاخا کوردستانێ بکن. +جیگرێ سەرۆکێ پەرلەمانا کوردستانێ جەفەر ئیبراھیم دبێژە، ھاتنا خەلکێ و ئامادەبوونا وان ژ بۆ بەرەڤانیێ مۆرالا پێشمەرگەیان بلند دکە. + +تێكست: +بشتهڤانیا هێزێن پێشمهرگه ل بهروكێن شهرى بهردهوامه، نهبتنێ ژلاێ گهنجانڤه بهلكو یێن خانهنشین و دانعهمرژى دئامادهنه بو ههر كارهكى بێ بهخشن. +دانعهمرهت¤WA0 4800 +ب دههان كهس ژ خوبهخش و خانهنشین و بابێن پێشمهرگههان ژ دهڤهرا بهرواریا ئامادىا خو بو بهروكێن شهرى دهربرى. +عادل بهروارى¤WA1 4800 +مهكتهبا سیاسى یا پارتى خوشحاله و ببشتهڤانیا بهردهواما تهخ و جینێن جودا بو پێشمهرگه ئهو پتر بشتگهرمیا ددهنه وان. +جهعفهر ئیبراهیم¤WA2 4856 4928 +تانوك ل سهرجهم میحهوهرێن سنورێ پارێزگهها دهوكى ب دههان خوبهخش و خانهنشینا پهیوهندى ب بهرپرسێن میحهوهران كرینه كو بچنه بهروكێن شهرى. + + +VT-20082014-Mamoste Kurdi Tayin-Merdin-Amed-Box +Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê ev 3 sal in ji bo perwerdehiya zimane zikmakî xwendevanan distîne û wan perwerde dike. Lê heta niha ti mamosteyên kurdî ku ji beşên zimanê kurdî derçûne ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve nehatine tayînkirin. Ji ber vê yekê mamosteyên kurdî ji bo ku di dibistanan de wekî kadro werin bicihkirin li ber deriyê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê û dest bi grêva birçîbûnê kirin.¤WA0 4864 +Axaftin: Bêrîvan Saruhan-Mamosteya Kurdî:¤WA1 4864 +"Heta ku kontenjanên me yên mamostetiyê diyar nebin em ê wekî mamosteyên kurdî bikevin girêva birçîbûne. Ji bo statûya damendî û saziya dewletê roj berî roj divê ku kadroya mamosteyên kurdî bê dayîn." +Mamosteyên kurdî diyar kirin ku zimanê kurdî di bin bandora asîmîlasyonê de roj bi roj dihele. Ji ber vê yekê ew dixwazin di dibistanan de dest bi kar bikin û dersên kurdî bidin. +¤WA2 4880 +Soundby:Mehmet Emîn Cirik-Manosteyê Kurdî:¤WA3 4864 +"Tayînkirina mamosteyên kurdî ji bo avêtina hin gavên baştirîn û avakirina bingeha perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurd û Kurdistanê pir pêwîst e. Dive ku bicihkirina mamosteyên kurdî bigihije heta perwerdehiya zimanê zikmakî." +Hin Mamoste jî henin ku her çiqas ji beşên tirkî derçûbûn jî ew mamostetiya tirkî nakin, dixwazin mamostetiya kurdî bikin. +Soundby:¤WA4 4832 Elî Akkoyun-Mamosteyê Kurdî:¤WA5 4864 +"Em mamosteyên kurdî ne. Em hen in. Em mamostetiya kurdî li ser her tiştî dibînin. Hin hevalên me henin ku beşên wekî hiqûk, bijişkî û mamostetî xilaskirine bes ji bo zimanê zikmakî bigihije mafê xwe dev ji kar û barên xwe berdane û hatine li vê derê mexdûr bûne. Ji ber ku dewlet sozên ku daye neaniye cih. Armanca me ya sereke ewe ku dersên kurdî ji aliyê mamosteyên kurdî ve bê dayîn." +Çavê 1700 mamosteyên kurdî ku ji beşên Wêje û Zimanê Kurdî derçûne li biryara wezareta perwerdehiyê ne. +Natural Voice +Stand Up + + +Enqere (Rûdaw) - Êzidiyek ku ji zilma DAIŞê revî bû û gihîştibû Tirkiyeyê ji ber tîbûn û westîbûnê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, ji ber heman sedeman nêzîkî 20 kesan jî rakirine nexweşxaneyan. +Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, Êzidiyê 60 salî ku ji xetera komkujiya Dewleta Îslamiyê (DAIŞ) revî bû û ji sînorê Roboskî derbasî Tirkiyeyê bûbû, ji ber tîbûn û westîbûneke jiyana xwe ji dest da. Termê êzidiyê ku navê wî nehate hînbûn rakirin nexweşxaneya Qilebana Şirnexê. +Hate ragihandin, ji ber heman sedeman 20 kes rakirine nexweşxaneyan û kesekî 60 salî jî qeyrana dil derbas kiriye û rewşa tenduristiya wî giran e. Her wiha tê ragihandin ku, gelek kes jî di rêya çiyayê de ketine xwarê, lingên wan şikestine û rakirine nexweşxaneyan. + + +Amed (Rûdaw)- Komeleya 78an a Şaxê Amedê ya Tirkiyeyê, li hemberî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), ji Çîn, Îran, Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şand. + +Serokê Komelê Ahmet Andiç li ber deriye postexana Amedê daxuyani da û derheqê DAIŞ de navê ";rêxistinek terorîst"; bi kar anî. + +Andinç ragihand, di êrîşên DAIŞê yên ku li ser Herêma Kurdistanê de dewletên rojhilata navin piştgiriya wan dikin û got, ";Ev dewlet hem aliyê siyasî de hem jî aliyê aborî de alîkariya DAIŞê dikin."; + +Andiç anî ziman DAIŞ bo cîhane metirsiyek mezin e û biryara NYê ya 15 Tebaxê ";Dewletên piştgiriya DAIŞê dikin dê bê eşkere kirin û dê bên ceza kirin"; bir xist û got, ";Em banga NYê dikin bila zû biryara xwe bîne cih."; + +Serokê Komelê piştî daxuyaniyê de ji nûnergehên Çîn, Îran, Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şand, ber ku hemberî êrîşên DAIŞê hewl bidin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di şerê Cezhayê de 23 şervanên wan şehîd bûne. + +Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, di civînek rojnamevanî de li bajarê Rimêlan ragihand ku li şerê navbera wan û DAIŞê li gundê Cezha yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve 23 şervana jiyana xwe ji dest dane. + +Xelîl got, di beramber de bi sedan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de 3 fermandar hebûn. + +Xelîl anî ziman ku DAIŞê li Cezhayê şer dike da ku hewl bide rêya navbera wê û Şingalê qut bike û got ku ewê li Cezhayê şer bidomînin heta DAIŞê jê derxin. + +Ev zêdetirî hefteyekê ye şer navbera YPGê û DAIŞê li gundê Cezhayê didome. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêvebiriya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê 14 kîlo madeya hişber desteser kir û 12 kesên madeyê bikar tînin jî girtin. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro tîma dijberî madeyên hişber ya Asayîşa Giştî ya Hewlêrê, li ser sînorê Hewlêr û Soranê 12 kes bi madeyên hişber ve girtin. +Asayîşa Giştî ya Hewlêrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: +";Di vê operasyonê de zêdetirî 14 kîlo madeya hişber (heşîş), 180 gram eroîn, 145 gram tilyak û gelek hebên hişber hatin desteserkirin."; +Herwiha hat ragihandin ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e. + + +ev awareyên ko gihatine parêzgeha duhokê piştî roj û şevên pirçî û tî û li gel tirsa êrîşên çekdarên daiş ev yek bandora xwe digre ser derûneya awareyên kurdê êzîdî +Nav awareyên gelek kes têne dîtin ko çavê wan nema xewê dibîne û bi taybet zarok ko ew bi rewşên tirsnak ji mezinan hestiyar tiring +Li gorî derûnasê cîhanî ibaraham maslo dema pêdiviyên mirov ji xwarin vexwarin û meskenê tê dabînkirin weke pêdiviyên sereke ji her mirovî re û îmnahî ko ew di pila dûyemîne de tê û ev her dû li gel himbêzkirina xelkên deverê ji kurdên êzîdî re dike ko rewşa wan ya derûnî ne bi wî rengê ko metirsî li ser hebe li gorî nûjdarên derûnî ko ew dibêjin ko hin nexweşiyên derûnî nav awareyan derketine carna pêwistî dermankirinekê ser demekê dirêjin +Ji 360 hezar kurdê êzîdî li çiyayê şengalê niha tenl 500 xêzan hene û yên mayî awarebûne an girtîne ji aliyê şekdarên daiş + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî çavkaniyen Filistînê, bi alîkariya Misrê agirbestiya di navbera Hamas û Îsraîlê de dê işev dest pê bike. + +Rayedareke bilind ê Hamasê ragihand ku bi alîkariya Misrê di navbera wan û Îsraîlê de biryara agirbestê hatiye dayin. + +Li gorî nûçeyan li hevkirina agirbestiyê demkî ye. + +Hat diyar kirin, di çarçoveya li hevkirinê de Îsraîl dê ji ber xirabûna wê deverê dorpêçiya Xazayê kêm bike da ku alîkarî biçe. + +Di şerê 7 hefteyê didome de nêzîkî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest da. + +Daxwazên Hamasê yên vekirina balafirgeh û benderê di heyvekê de dê bê giftûgokirin. + +Rayedarê Hamasê da zanîn Misir dê îro daxuyanîyekê bide. + +Îsraîlê jî hêj tu daxuyanî ne dane. + +Wezîrê derve yê welatê Norwej serdana kampa Biherkê ya koçberên Mûsil kir û li gel koçberan axifî, pirsa rewşa wan û daxwazên wan kir. Wezîr her tekez kir û ew bi mebesta alîkariyên mirovî hatiye û dixwaze bizanibe ka pêwîstiya wan bi çi heye. Li ser pirsa rûdawê ya ku digot, gelo wê welatê Norwêc alîkariya leşkerî jî bike, wezîr da zanîn ku ev yek jî di plana wan de heye. +Wezîrê Plandananê yê herêma Kurdistanê ku li gel wezîrê derve yê Norwêcê seredana penaberan kir, amaje bi alîkariyên mirovî û karê rêkxistinên Norwêcî di nava kampên penaberan de bi giştî kir. Her wiha da zanîn ku wê di dema pêş de alîkariyên zêdetir ji welatê Norwêcê bigihin kurdistanê. +Koçberên ku wezîr li gel wan axivî, tekez dikin ku pirsgirêka wan ne av û xwarine, jixwe li gora ew dibêjin hikûmeta herêmê di vê yekê de kêmanî nekiriye. +Li gora zanyariyên li ber destê Rûdawê, Wezîrê derve yê Norwêcê bi tenê seredana kampa Behirkê kir weke nimûneyekê ji rewşa giştî ya penaberan. Dema wan têrê nake ku ew seredana bi hezaran koçberên li başûrê kurdistanê bikin,ku ji ber tûndûtûjiya li deverên xwe reviyane. + + +Enqere (Rûdaw) - Li Navçeya Kulu ku girêdayî bajarê Konya yê Tirkiyeyê ye û hemû niştecihên wê kurd in, dibe warê hilbijardineke balkêş. Ji bo hilbijardinên giştî û herêmî yên Swêdê li Kulu dê sindoqên dengan bên danîn. +Di hilbijardinên 14ê îlonê de welatiyên Swêdê dikarin di nûnertiyên dîplomatîk ên derve de jî dengên xwe bikar bînin. Lê tiştê herî balkêş di nav deverên dengdana derveyî Swêdê de navçeya Konyayê Kulu jî heye. Ji ber ku li Kulu ji 30 hezarê zêdetir welatiyên Swêdê hene. +Roja 28ê tebaxê li navçeya Kulu dê sindoq bêne danîn û welatiyên Swêdê ku li wê derê ne dengên xwe bikar bînin. +Hasan Dolek Serokê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirkiyeyê ya li Swêdê da xuyakirin, ew namzedê Partiya Sosyal Demokrata Swêdê ye û amadekarî dikin ku, welatiyan ji gundan bibin navenda navçeyê bo ku dengê xwe bikarbînin. +Parlementerê Partiya Muhafezekar Sedat Dogru jî, tevî sekreterê giştî yê partiyê Mattias Zackrisson li Kulu dê hevdîtinan bikin. Dogru got ewê li Kulu gund bi gund bigerin û deng bixwazin. +Hemû niştecihên Kulu kurdên ku sedan sal berê ji Kurdistanê hatine koçberkirin pêk tê. Li Anatoliya navîn niştecihên Cihanbeyli ya Konyayê, navend û gelek navçeyên Aksarayê, hin navçeyên Kirşehîrê, navçeyên Haymana û Bala yên Enqereyê jî bi piranî kurd in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî, derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna sazkirina hikûmata nû ya Iraqê de hemfikr in, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bicih bîne. +Civîna navbera şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlementoya Kurdistanê vê êvarê bi dawî hat. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna hikûmeta nu ya Iraqê de xwedî yek fikrê ne, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bîne cih û bi taybet jî aloziya derbarê benda 140 a destûra Iraqê û budçeya Iraqê zelal bike. +Barzanî, hare wiha got, ";Piştevaniyakî baş a navneteweyî li dijî DAIŞê bo Herêma Kurdistanê hebû. Ji ber kû êriş tenê ne bo Herêmê ye, di heman demê de ev êriş li hemû mirovahî hatiye kirin."; +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev 8 meh in hikûmeta Iraqê budce û meaş li ser Herêma Kurdistanê birîne û ji ber vê jî di warê aborî de zehmetiyên mezin kişandine û domand, ";Em bi xwe tenê nikarin debara koçber û penaberan bînin cih. Divê warê de em piştevaniya hê mezin ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin."; +Li ser pirsa rojnamevanek jî Barzanî got, ";Mijare bicihkirina benda 140 ya Destûra Iraqê bo me pir girîng e û ev yek di seriya nakokiyên herêmê de tê."; +Li gorî benda 140 ya Destûra Iraqê, hin deverên Kurdistanê wek deverên nakok hatine nîşandayîn û bi Herêma Kurdistanê ve nehatine girêdan. Li gorî bendê divê di demek kurt de li wan herêman raferandûm bê kirin û ew reş zelal bibe. Lê nêzîki deh salan e ku, pêwîstiyên vê bendê nayên bicihkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Êzîdiyen xwe ji êrîşên DAIŞê xilas kirin, xwe gihandin parêzgeha Dihokê piştî ku rojan birçî, tî û metirsiyê derbas kirin derûneya hina xirabi. + +Ev awareyan tî ne û berçîbûn kişandî gelek ji wan taybetî zarok şev xew nakeve çavên wan. + +Derûnnas Îbrahim Maslo ragihand ku pêwistiyen mirovan yên sereke wek cihe xwe lê biparezê, xwarin û vexwarine de kêmasî heyî ew bandorê li rewşa wan ya derûniye dike. + +Derûnnas Maslo da zanîn gelek êzîdiyên Çiyayê Şingalê asê mayin û paşe gihiştin parêzgariya Dihoke nexweşiyên derûnî li wan derketinê û divê ew bên tedawî kirin. + +Ji 360 hezar kurdên êzîdî li Çiyayê Şingalê niha tenê 500 kes manê aware bûnê yan jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê, demjimêrên êvarê polîsekî hate kuştin. Duh jî polîsekî hatibû kuştin. +Li gorî ajansan, bûyerê demjimêr 21ê êvara îroyê li navçeya Peyasê sîteya Mavikentê rû da. Polîsê bi navê Ali Kiziloglu, li pêş mala xwe ji hêla kesê nasnameya wî nediyar ve hate gulebarankirin. +Sê gule li devêren cûda yên laşê Kiziloglu ketin û di encamê de giran birîndar bû. Polîs bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Peymangeha Bijîşkî ya Dîcleyê, lê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. +Tê ragihandin ku, polîsan bo girtina êrişkarê dest bi operasyonê kirine û pêwendiya her du bûyeran lêkolîn dikin +Li Diyarbekirê şeva borî jî polîsê 42 salî û bavê 2 zarokan Osman Bal, piştî maça Fenebahçe û Galatasarayê li pêş mala xwe rastî êrişeke çekdarî hatibû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf li bajarê Silêmaniyê serdana Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî kir. + +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, duh piştî ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir ji Hewlêrê çû Silêmaniyê û li wir serdana Talebanî kir. + +Li gorî medyaya YNKê, di wê serdanê Zerîf û şanda pê re ji vegera Talebanî bo Kurdistanê û başbûna rewşa tenduristiya wî kêfxweşiya xwe nîşan dane. + +Zerîf duh li Hewlêrê di civîna rojnamevaniyê ya bi Barzanî re di bersiva peyamnêrê Rûdawê de gotibû, ezê serdana Talebanî bikim ji ber ku Talebanî him dostekî kevin ê min him jî yê Îranê ye. + +Nêzîkî mehekê ye Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ji Almanyayê vegeriyaye. + +Talebanî salek û nîv bû li bajarê Berlînê diha dermankirin. + + +Dihok (Rûdaw) – Beşek ji kurdên êzîdî yên ku ji ber êriş û komkujiya DAIŞê ji cîh û warê xwe koçber bûne, ji welatên Ewropa û Amerîkayê dixwazin mafê penaberiyê bidin wan… + +Cîh û warê kurdên êzîdî yên Şingalê ketiye destê çekdarên DAIŞê ji ber wê jî koçber bûn. Her çiqas pirraniya wan niha li deverên aram ên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin lê beşek ji wan bawer nakin êdî rewş ber bi başbûnê ve biçe lewma dixwazin berê xwe bidin xerîbiyê… + +Helbet beşa herî mezin ji êzîdiyên Şingalê dibêjin, bila devera Şingalê ji destê DAIŞê were derxistin û ew dîsa vegerin ser warê xwe. + +Dibêjin, bila keç û jinên me yên di destê DAIŞê de rizgar bikin her wiha mafê penaberiyê bidin me… + +Lê li gorî hinek çavdêran, eger deriyê penaberiyê ji êzîdiyên Şingalê re bê vekirin wê demê demografiya wê deverê dê were guhertin û zirarek mezin bibîne… + +Ormiye (Rûdaw) – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya telaqdana jinan li gorî par %40 zêde bûye: Rojê 15 jin û mêr ji hev cuda dibin. + +Li gorî amar û agahiyên Navenda Tomarkirina Zewac û Telqaê ya Ormiyê, her ku diçe rêjeya telaqdanê li parêzgehê zêdetir dibe. + +Sala 1996an li Îranê tenê 38 hezar telaq hatiye tomarkirin lê ev rêje piştî 10 salan 2.5 caran zêde bûye û gihîştiye 100 hezar telaq. + +Li gorî amarên fermî, di serdema serokomariya Mehmûd Ehmedînejad de ne tenê rêjeya enflasiyonê, bêkariyê, girtinên siyasî li wî welatî zêde bibû lê hêlûna jiyana gellek jin û mêran jî li ber bayê telaqê çûbû. + +Di sala dawî ya serokomariya Ehmedînejad de herî kêm 159 hezar telaq li seranserê Îranê hatibû tomarkirin. + +Berpirsê navenda tomarkirina zewac û telaqê ya Ormiyê ragihandiye tenê di 6 mehên borî de hezar û 849 telaq hatiye tomarkirin ku ev jî nîşan dide rêjeya telaqê li gorî par %40 zêde bûye. + +Wî rayedarê parêzgehê gotiye ku rêjeya telaqê li gundên Ormiyê kêm bûye lê li bajaran her ku diçe zêde dibe. + +Li gorî pisporên civakî û malbatê, sedemên mîna bêkariyê, belengaziyê, nexweşiyên civakî yên mîna bikaranîna madeyên hişber sedemên serekî yên cudabûna jin û mêran in. + +VT-26082014-PartiyenKurdistani-SerokKomar-Pirsakurdi-Amed-BoxÎntro: Hin partiyên bakûrê Kurdistanê ne bawerin ku di warê pêvajoyê aşitiyê û çareserkirina pirsgirêka kurdî de ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin. Li gor hin partiyan, dewlet hebûna kurdan qebûl dike lê mafên wan nade. Li gor hinekan ger kurd bi awayeke yêkgirtî û siyasetekî netewî tevbigerin dikarin ji pêvajoya aşitiyê hin mafên xwe destbixin. + +VT: Recep Tayîp Erdogan ji hilbijartinên serokomariya Tirkiyê serkeftî derket, bû serokomar û siyaseta Tirkiyê ket konaxeke nû. Di vê konaxa nû de gelek aliyên siyasî û civakî yên bakûrê Kurdistanê jî hêviya çarserkirina pirsgirêka kurdî û domkirina pêvajoya aşitiyê dikin. Lê hin partiyên kurdî ne bawerin ku Erdogan pirsa kurdî çareser bike. +Soundby: Sînan Çîftyûrek¤WA0 4864 -Serokê OSP'ê:¤WA1 4824 +'' Di naveroka pêvajoya aşitiyê de dayîna mafê kurdan tine. Dewlet hebûna kurdan qebûl dike lê nasnameya kurdan qebûl nake. Erdogan di pêvajoya aşitiyê de ne zimanê kurdan nas dike ne jî statûyeke siyasî dide kurdan. Bes armanca wî xapandina kurda ye.'' + +Platforma Demokratên Kurd jî da zanîn ku dê pêvajoya aşitiyê û hewldanên Recep Tayîp Erdogan yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî de dom bike. Lê di serî de hewceye ku naverok û nexşereya hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de çêdibin eşkere bibin. +Soundby: Sertaç Bucak¤WA2 4840 -Serokê PDK'ê:¤WA3 4832 +'' Ez nikarim bêjim piştî serokomariya Erdogan dê gûhertinên bingehîn çêbibe. Ji ber ku ji bo gûhertinên bingehîn şert û mercên sîyasî û civakî hewceye. Lê ger Erdogan siyaseta xwe ya berê bimeşîne û kurd jî bikaribin bi awayeke yêkgirtî û siyaseteke kurdewar tevbigerin dikarin ji vê pêvajoyê hin mafên xwe bistînin.'' + +PDK di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de ji îradeya siyasî ya Recep Tayîp Erdogan dixwaze hêvîdar bibe. OSP jî her çiqas fikrên Recep Tayîp Erdogan ji fikrên partiyên wekî MHP'ê û CHP'ê çêtir bibîne jî ew ne hêvîdarin ku Erdogan pirsa kurdî çareser bike. + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çiftyûrek diyar kir, armanca pêvajoya çareseriyê ya ku zêdetirî sal û nîv e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, ";xapandina kurdan e";. + +Serokê Giştî yê OSPê Sînan Çiftyûrek ji Rûdawê re got, armanc ji pêvajoya çareseriyê pejirandina mafên kurdan nîne. + +Sînan Çiftyûrek wiha domand: ";Dewleta hebûna kurdan qebûl dike lê nasnameya kurdî qebûl nake. Erdogan di pêvajoya çareseriyê de ne zimanê kurdan ne jî statûya kurdan qebûl kir. Ji ber wê jî armanca pêvajoyê xapandina kurdan e."; + +Serokê PDKa Bakur Sertaç Bûcak jî ji Rûdawê re got, ew bawe nake Serokomarê nû yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bikaribe ji bo çareserkirina pirsa kurd guhertinên bingehîn bike. + +Sertaç Bûcak anî ziman, ji bo guhertinên bingehîn divê şert û mercên civakî û siyasî bên hazirkirin û got, eger Erdogan siyaseta xwe ya di dema serokwzîriyê de bidomîne wê demê kurd dê bi siyaseteke hevbeş bikarin hinek mafên xwe bidest bînin. + +Li gorî Bûcak, heta kurd nebin yek û daxwaziyên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de dernexin pêş nikarin mafên xwe bidest bixin. + +Encûmena parêzgeha Dihokê piştî ku parêzgar, serokê encûmenê û herdu cîgirên wan hilbijartin, vê carê komîteyên encûmenê destnîşan kirin. +Di nava komîteyên encûmenê de, hemû aliyê siyasî yên ku endamên wan di encûmenê de hene, cî digirin. Endamên wan jî bi hilbijartin hatin diyarkirin. +Ew komîteyên nû wê di heftiya bê de dest bi karên xwe bikin. + + +Rebîa (Rûdaw) – Li devera sînorî ya Rebîayê ya girêdayî bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî çeperên YPGê kirin lê rastî bersiva şervanên YPGê hatin. Di pevçûnan de 6 çekdar hatin kuştin. + +DAIŞ'ê ku ji 19ê Tebaxê ve êrişî bajarokê Cezzayê yê Rojavayê Kurdistanê dikin, vê carê jî li bajarokê Rebîayê êrişî çeperên YPGê kirin. + +Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê ji Rebîayê êrişî çeperên şervanên YPGê kirin lê êriş rastî bersivdayîna YPGê hat û di encama pevçûnên dijwar de 6 kes ji DAIŞ'e hatin kuştin ji ber wê jî yên din paşde reviyan. + +Piştî şikandinê, çekdarên DAIŞê hewl dan bi wesayîtekê cenazeyên kuştiyên xwe veguhezînin lê şervanên YPGê, wesayît bi rûkêtan hedef girtin û wesayît şewitandin. + +Hat zanîn ku 4 çete di wesayîtê de bûn. Tê texmînkirin ku ew jî hatibin kuştin. + +Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê parlementerên Partiya Komarê ya Gel (CHP), dan xuyakirin ku di bûyera bendava Alkumrû de ne tenê 6 kesan, 30 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Şanda CHPê ku ji Veli Agbaba cîgirê serokê CHPê, parlementer Ozgur Ozel, Nurettin Demir û Muharem Işik pêkhatî, karesata bendava Alkumrû ya ser çemê Botanê di cih de lêkolîn kirin. Şanda CHPê dîtinên xwe wek raporek aşkera kirin. +Rapor îro li Enqerê bi civîneke çapemenî hate ragihandin. Tê aşkere kirin ku, 4ê îlona 2011ê jî bê agahdarî devokên bendavê hatine vekirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Di raporê de tê aşkerakirin ku li gorî gelê herêmê, di karesata dawî ya bendavê de 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û destnîşankirin ku, ji bûyerên berê ders nehatiye girtin. +Ozgur Ozelê Parlementerê CHPê yê bajarê Manisayê, daxuyanî da Rûdawê û rexne li Veysel Eroglu Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan kirk ku wezîr gotiye, 100 metre nêzîkî warê seyranê sîrenên agahdariyê hebûn lê ev yek rast derneketiye û domand: +";Em çûn me cîhazên sîrenê vekirin lê di 600 metre dûr de bi zorê dengê wan dihat. Lê cihê seyranê ku bûyerê rû daye 3 hezar û 500 metre dûrê sîrenê ye. Dema em çûn cihê bûyerê bi tu awayê dengê sîrenê nedihat. Li gel me 15 kes hebûn û tu kesî deng nebihîst. Emê van agahiyan ji dozgerê lêpirsînê re jî bişînin. Dema doz bê vekirin emê herin Sêrtê û doze bişopînin."; +Roja 24ê tebaxê devokên bendava Alkumrû ku li ser çemê Botanê ye hatibûn vekirin. Kesên bo seyranê çûbûn qeraxê çemê Botanê ketibûn lehiyê. Hatibû ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Her wiha, Odeya Endazyarên Avahiyê jî (IMO) ya Tirkiyeyê jî di heqê bûyerê de raporek amade kir. Li gorî raporê, welatiyên ku bi armanca hênikbûnê çûne çemê Botanê nehatine hîşyarkirin, tenê lewhayên sabît danîne, bergirî nebûn û ev hemû jî bûne sedemê komkujiyê. + +Wan (Rûdaw)- Berdevkê Kordînasyona Alîkariya Rojava-Şengal ê Wanê Cevdet Altindag, ragihand ku karmend û karsaziyên Wanê hewldana ku bo taştêya Wanê bikeve Pirtûka Rêkorên Guinnessê dane, ji bo êzîdiyên Şingalê nîşan nedane. +Bo êzîdiyên ji ber êrîşên DAIŞê reviyan, ev 3 hefteyên li Wanê alîkariyên mirovahî tên kom kirin. +Îro jî 2 kamyon tiştên bo alîkariye hatin komkirin ji Wanê rê ketin. +Hêj kamyon rê ne keti Berdevkê Kordînasyonê Cevdat Altindag, daxuyanike da û Odeya Bezirganiyê ya Wanê (Wan TSO), Borsaya Bezirganiyê ya Wanê (VATBO) û Odeya Esnaf û Sinetkaran ya Wanê (VESOB), ji ber bêdengiya wan ya alîkariyê, ew tawanbar kirin. +Altindag pirsî, ";Kanî ew saziyen beriya 3 heyva gel bo taştê rakirin ser piyan­?"; +Li Wanê ji ber ceribandina rekora taşteyê 2yê hezîrana îsal di Kelha Wanê de 51 hezar û 793 kes hatibûn ba hev. +Rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara herî balkêş li cem xelkên hindir û derveyê Kurdistanê, pirsa ku tê kirin, gelo xelk pêdiviyên xwe yên rojana çawa bi dest dixin? + +Koçkirina xelkê ber bi welatên cihanê ve, û dorpêça li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û bihabûna tiştan û daketina nirxê lîreya Sûrî, barê jiyana rojane ya xelkê li Rojava gelekî giran kiriye. +Lê li bajarê Qamişlo, ku wek paytexta Rojavayê Kurdistan tê naskirin welatî dixwazin jiyana xwe bi rengekî normal berdewam bikin û bi axa xwe ve girêdayî bimînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ali Adiyaman peyamnêrê ajansa Îlke Haberê (ÎLKHA) ya ku li herêma Amedê weşanê dike iro li gunde Erkenciler ya Farqînê hat revandin. + +Birayê Ali yê ku heman ajansê peyamnêriyê dike got, ";Birayê min îro dorê saet 12.00an ji aliyê 4 çekdarên PKK ve hat revandin."; û wiha axitina xwe domand: +";Îro sibê dayika min, bavê min û 2 xwişkê min çûn serdana destgirtiya birayê min Ali. Dorê saet 12.00an jî diçen mala me ya kevin ya li gundê Erkencilerê ya Ferqîne. Di heman demê de 4 çekdarên PKKyê yên bi çek tên pêşiya wan û nasnameya wan dixwazin. Bavê min ji çekdaran re dibêji Ali ajokerê me ye. Lê belê disa nasnameyê dixwazin û paşê jî ji Ali re dibêjin ‘Te gelek hemberê me nûçe çêkirine’ û wî gel xwe dibin. Malbata min jî paşê rewşe ji cendermeyan re dibêje"; + +Îlke Haber ajanseke alîgire Huda-Parê ye. + +Rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara herî balkêş li cem xelkên hindir û derveyî Kurdistanê, pirsa ku têkirin, gelo xelk pêdiviyên xwe yên rojana çawa bi dest dixin.? +Koçkirina xelkê ber bi welatên cihanê ve, û dorpêça li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û buhabûna tiştan û daketina nirxê lîreya Sûrî, barê jiyana rojane ya xelkê li Rojava gelekî giran kir ye. +Lê li bajarê Qamişlo, ku wek paytexta Rojavayê Kurdistan tê naskirin welatî dixwazin jiyana xwe bi rengekî normal berdewam bikin û bi axa xwe ve girêdayî bimînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Efrînê bi pêkhatiyên xwe dewlemend û rengîn e, ku Êzidî, Elewî û sunî bê cudahî bi hev re dijîn, lewre gelek gund hene ku ji Êzdî û Suniyan pêk tê, wek gundên Sînka, Qestelê, Eleqîno,qîbarê,tirundê, Birc Ebdalo, Birc Heyderê, Îska, Şadêrê, Basûfanê, Kîmarê, Feqîra, qijûma, aşka, Bafelonê, Çûlaqa,Xezawiyê û Keferzîtê. +Li gorî pirtûka Dr. Mihemed Ebdo, nêzîkî 15 hezar kurdên Êzdî li Herêma Efrînê di salên nodî de hebûn, lê niha ew hejmar bêtir bû ye û bêtirî 11 gorên wan jî hene, wek mezara Şêx Berekat, Melek Adî, Çêl xane, Pîr Cafer û Parse xatûnê. +Ji ber êrîşa ku Artêşa azad da bû ser Herêma Efrînê demeke berê, du mezarên êzdiyan li qestelê yên bi navê Mezara parse Xatûn û Şêx Hemîd hatibûn xerabkirin, niha jî gelek ji gundiyên Qestelê koçberî Ewrupayê bûne ji ber metirsiya talankirina gundên wan. +Yekemîn dibistana Êzdiyan li Efrînê di sala 1927an de hate vekirin bi destê derwîş axa li gundê Qîbarê ku wê hingê Derwîş axa mamosteyek ji Şingalê bi navê Xidir Efendî anî bû Efrînê û heya sala 1931an berdewam kir. +Ew dibistan jî ola Êzdî bi kurdî fêr dikir û ruxseteke fermî bi vekirina wê dibistanê wergirtibû. +Piştî ku DAIŞê êrîş da ser çiyayê Şengalê bi hezaran ji kurdên Êzdî koçberî rojavayê Kurdistanê bûn, û niha jî li Efrînê xelk alîkariyê ji wan re kom dike. +Li ser nêrîna êzdiyên Efrînê li ser hêrîşa ku bi ser êzdiyan li çiyayê şengalê hatiye, ew dibêj in ku ew li dijî van êrîşan disekin in û bi carekê qebûl nakin û wan ti êrîş nedane ser kesekî heta êrîş li ser wan bê kirin. +Piştî ku Şêxê Êzdiyan li Efrînê Şêx Hesen sala bûrî koça dawî kir, Şêx Mihemed cihê wî girt û bû şêxê Êzdiyan li Efrînê, û niha piropek ji Êzdiyan ji xwe re komeleyk bi navê komeleya Êzdiyan li rojavayê Kurdistanê ragihandine û tê de karên xwe yên olî dikin, û kurdên êzîdî li Efrînê salane şahiyê bi cejna çarşema sor û cejna Xidir Ilyas dikin. +Nimûneya pêkvejiyana hevbeş li Efrînê nimûneyeke biçûk e ji Kurdistanê bi giştî, ku ne Efrîn bi tenê rengîn e, lê Kurdistan tev rengîn e. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got, 'Tirkiye ji ber hilbijartina serokomartî û rehîneyên tirk ên Mûsilê piştgirî neda şerê me yê hember DAIŞê.' +Fûad Husên, îşev beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû got, ew di 2 meha tebaxê, bo piştgiriya leşkerî xwestinê çûye Tirkiyeyê û anî zimên ku, Tirkiyeyê vê xwesteka wî ji ber sedema ku 49 welatiyên wan li Mûsilê di destê DAIŞê de girtîne qebûl nekirine. +Fuad Huseyin wiha pêde çû, ";Tirkiyeyê, daxwaza me ya xwestina piştgiriya leşkerî ji ber hilbijartinên Serokomartî û welatiyên wan ku di destê DAIŞê de ne piştgirî neda. Lê di warê alîkariyên sivîl û civakî de piştgirî da. Em vê yekê fêm dikin û ji ber vê jî tu şikandinekî me hember Tirkiyeyê nîne."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di nava şeş mehên destpêkê yên îsalê de rêjeya tundûtûjiya hemberî jinan gihîşt 3 hezar û 500 bûyeran. Her çiqas di rêjeya kuştin û xwekuştina jinan de kêmbûn hebejî, di warê tundûtûjî de zêdebûn heye. +Rojane 20 bûyerên tundûtûjî +Sala 2011ê li Herêma Kurdistanê bi hejmara 8, qanûnek derbarî tundûtûjiya hemberî jinan hate qebûlkirin û hate tesbîtkirin ku vê yekê hejmara bûyeran kêm kiriye. Li gorî daneyan hin bûyerên wek zewicandina bi darê zorê, berdêl, zewaca zarokan, cûdakirina bi zorê, birîna pêwendiyên civakî, neçarîkirina xebata derve, şûna xwîndariyê dayîn, lêdan û hwd jî zêde bûne. +Li gorî daneyên Birêveberiya Tundiya Hemberî Jinan ku di malpera vê saziyê de hatiye belavkirin, di nava şeş mehên destpêkê yên vê sale de, 3 hezar û 507 bûyerên tundiyê dijî jinan rû dane. Ligorî van daneyan rojane li Herêma Kurdistanê 20 jin bi tundûtûjî re rû bi rû dimîne. +Li gorî daneyan ji şeş mehên sala borî 874 bûyer zêde bûne. + + Li Hewlêrê tundûtûjî zêdetir e ji bajarên dîtir + +Li gorî daneyan, nêzikî nîvê van tundiyan li parêzgeha Hewlêrê rû dane ku ev hejmar hezar û 351 e. şeş mehên sala borî ev hejmar 919 bû. +Li Dihokê jî 822 bûyeran dijî jinan rû dane û şeş mehên sala borî ev hejmar 553 bûn û diyar e 369 bûyer zêde bûne. +Tawanên mezin kêm bûne +Hê berê di bin navê ";parastina rûmeta xwe"; de bûyerên kuştina jinan zêde bû û bi yasaya ";parastina namûsê xwe"; jî, cezaya herî giran 6 mehê zêdetir nebû. +Lê belê, piştî sazkirina Birêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya Hemberî jinê û derxistina yasaya bi hejmara 8 ya sala 2011ê ku kuştina jinan wek ";Bi qestî kuştina mirov"; dadirizîne ku ev yek heta dayîna cezaya sêdarkirinê diçe. +Lê diyar e ku vê yasayê bi temamî destê zilaman ne girtiye. Li gorî daneyan, di vê demê de 25 jin hatine kuştin. Di şeş mehên sala borî de 27 jin hatibûn kuştin. +Her wiha rêjeya xwekuştinê jî li gorî şeş mehên sala borî ji 21 kesan daketiye 13 jinan. +Rêjiya şewitandinê jî wek sala berê 118 ye û rêjiya xweşewitandinê ji 73 daketiye 44’an. +Her wiha li gorî daneyên Bîreveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya Hemberî Jinê, li Silêmanî li şeş mehên îsalê gorî sala borî destdirêjiya hemberî jinê zêde bûye ku ev hejmar sala borî 35 bû îsal bûye 39 û di tevahiya Herêmê de ev hejmar 81 e. +Bûyerên ku li gorî yasaya hejmara 8 wek tundiya hemberî jinê tê hesibandin ev in: +Bi zorê zewicandin +Bi zarok re zewicandin +Berdêlkirin +Şûna xwîndariyê dayîn +Bi darê zorê cûdakirin +Birîna pêwendiya civakî +Mêrê jinê wê bifiroşe û karê pîs pê bide kirin +Sunetkirina keçan +Neçarkirina karkirina zarokan û xwendinê bicih hîştin +Di encamê lêdanê de xwekuştin +Ji hêla biyaniyan ve lêdana zarok û jinan +Zexta psîkolojîk + +Hewlêr (Rûdaw)- PKK kuştina Tello Uçarê ku bi çekan li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê li xwe girt. +Tello Uçar 22yê Tebaxê li taxa Santralê li ber mala xwe rasta êrîşek bi çekan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. +Lêkolînên Polîsan ser mijarê hêj di dome, lê belê ajanseke nêzik PKKê ragihan ku PKKê bûyer li xwe girt. +Di daxuyaniya Fermadariya Navenda Qada HPG wiha hat gotin: +";22yê Tebaxê hêzen gerilayên me kontra ku Telo Uçarê li navenda Tatwanê bi çekan kuştine. Telo Uçar bûye sedem me gelek şehît dane û yek ji wan Şehît Mizgîne (Gurbet Aydin). Ev kontra ajan ji aliyên hêzen me yên herême ve hat kuştin."; +Tello Uçar ji kaptanîtiya keştiye teqawid bûbû + +Hewlêr (Rûdaw)-Artêşa Dewletên Yekbûyî ên Amerîka (DYA), îro li peytexta Herama Kurdistanê Hewlêr û ûnêzîkî bendava Mûsilê 3 êrişên asimanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê li dar xist. +Di daxûyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) de hat ragihandin ku, balafirên şer ên Amerîkayê çeperên DAIŞê yên li derdora bendava Mûsilê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 wesaîtên DAIŞê yên ji cûrê ";Humvee";, hatin jinavbirin. +Di daxuyaniyê hat hat diyar kirin ku binayêk DAIŞê jî hat bomba kirin. +Li gorî CENTCOMê, balafiran piştî êrişê bi awayekî ewlehî ji wir dûr ketin. +CENTCOMê her wiha eşkere kir, ji 8ê Tebaxê heta niha 101 êrişên asimanî li Iraqê hatine pêkanîn. + +Kelar (Rûdaw) – Li nehiyeya Celewlayê ya ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê, di encama teqîna bombeyê de 3 pêşmerge şehîd bûn. +Li Celewlayê êvara îro, nêzîkî pirê Huseyniya Neqşîbendî ku dikeve navbera Celewla û navçeya Kelarê, bombeyek di efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû. Piştî ku du pêşmergeyan xwestin termê efserê rakin bombeyeke dîtir teqiya û di encamê de her du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. +Mihemed Hacî Fayeq, Birêvebirî Giştî yê Polîsê Germiyan ji Rûdawê re got, ";Dimjimêr 4.30ê êvarê, nêzîkî ew pira ku heftiyek berê endamên DAIŞê teqandibûn, bombeyek bi efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû."; +Her wiha Fayeq got, ";Piştî teqînê 2 pêşmerge bo anîna termê çûn lê bombeyeke dîtir jî di wan de teqiya û ew jî şehîd bûn."; + + +Zûmar (Rûdaw) – Bi pêşveçûna hêzên Pêşmerge li deverên Zûmar û Eyinzale yên Mûsilê, çekdarên DAIŞê îro saet 08:30 agir berdan bîrên petrolê yên devera Eyinzale. +Jêderekî ji Eyinzaleyê ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê agir berdane sê bîrên mezin ên Eyinzale ji bo ku astengliyê li hember pêşveçûna hêzên Pêşmerge çêbikin. + +Niha agirê wan bîrên petrolê ji dûr ve tê dîtin. Jibilî ziyana madî gellek zirar jî gihîştiye deverê. + +Wî jêderî her wiha got, ew karê DAIŞê dibe sedema nerazîbûna xelkê bajarê Mûsilê ji ber DAIŞ serwet û çavkaniyên debara wan ji nav dibe. + +Devera Eyinzale girêdayî parêzgeha Mûsilê ye. Tê texmînkirin ku bi qasî milyarek bermîl nefta wê heye. + +Rojane 20 hezar bermîl neft ji wir tê derxistin lê ji ber ku DAIŞê agir berdaye wê derê zirarek mezin gihîştiye sazî û bîrên petrolê yên wê deverê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn îro danê sibê hêzên Pêşmerge beşek ji deverên Zûmar û Rebîayê yên Mûsilê xistine bin kontrola xwe. + +Jêderekî ji eniyên şer ragihand, îro danê sibê çiyayê Betane ku çiyayekî stratejîk e û li ser Zûmar û Eyinzle hakim e, ket destê pêşmergeyan. + +Wî jêderî diyar kir ku niha hêzên Pêşmerge li ser çiyê ne û tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Her wiha hêzên Pêşmerge karîn îro danê sibê gundê Mehmûdiyê li devera Zûmar û Rebîayê kontrol bikin û ji wir jî derbasî nav gundê Eyin Uwêr bibin û bixin destê xwe. + +Li gorî agahiyên ku jêderên pêşmerge roja 21ê vê mehê dabûn Rûdawê, hêzên Pêşmerge rêya navbera Zûmar û Eyinzale bi Mûsilê re qut kiribûn û xwe ji bo girtina Zûmarê amade dikirin. + +Roja 2ê Tebaxa îsal, li devera navbera bajarokên Tilefer û Şingalê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketibû lê piştî ku hêzên Pêşmerge vekişiyabûn DAIŞê Şingal girtibû û roja paşîn jî Zûmar girtin û dest danîbûn ser bîrên neftê yên Eyinzale û Betme. + +Zûmar (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro danê sibê operasyoneke berfireh li devera Zûmarê ya Mûsilê li dijî DAIŞê li dar xistin û niha tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Îro danê sibê hêzên Pêşmerge karîn çiyayê Betane li devera Zûmarê bigirin. Çiyayê Betane cihekî stratejîk e û bi ser Zûmar û Eyinzale de hakim e. + +Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ên Rûdawê dane, niha hêzên Pêşmerge tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Her wiha hat zanîn ku hêzên Pêşmerge îro danê sibê gundê Mehmûdiye yê girêdayî nahiyeya Rebîa ya Mûsilê jî xistine bin kontrola xwe. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, pêşveçûna hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê didome û pêşmerge bi temamî hakim e lê morala çekdarên DAIŞê pir lawaz bûye ji ber wê jî ew cihên ku berdidin mîn dikin. + +Rebîa (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn çend gundên din li derdora bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derxin. + +Li gorî agahiyên ku jêderên Pêşmerge dane Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro karîn çend gundên din li derdora bendava Mûsilê kontrol bikin. + +Li gorî wî jêderî ku ji Fermandehiya Helgord a Pêşmeger agahî dida Rûdawê, hêzên Pêşmerge gundên Bedriyê, Sofeye, Xan Sofeye, Tilgerran, Tacîk, Barzanoka û Teitoka ji DAIŞê standin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro danê sibê dest bi operasyoneke berfireh li deverên Zûmar û Rebîa yên Mûsilê dest pê kirine û ber bi pêşve diçin. + +Şirnex (Rûdaw) – Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nahêlin kurdên êzîdî yên ku ji ber DAIŞê reviyane, derbasî Bakur û Tirkiyeyê bibin û ";bi bombeyên gazê êrişî wan dikin";. + +Serokê komeleya Roboskî-Derê Velî Encû ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li ser sînorê gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilabana Şernexê bi mebesta astengkirina derbasbûna penaberên kurdên êzîdî, bombayên gazê bikar tînin û hinek caran jî guleyan biser wan de berdidin. + +Encû ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha zêdetirî 3500 kurdên êzîdî ji Başûrê Kurdistanê li ser sînora gundê Roboskî re derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne lê dewletê jibilî derxistina astengiyan ti alîkariyek nedaye wan. + +Velî Encû anî ziman ku tenê kurdên herêmê û saziyên sîvîl û rêxistinên partiya DBPê alîkariya kurdên êzîdî dikin. + +Serokê komeleya Roboskî-Derê her wiha eşkere kir ku Walîtiya Şirnexê jî ferman daye heta dawiya meha Tebaxê hemû dibistanên ku penaberên êzîdî lê dimînin bên valakirin. + +Velî Encû da zanîn ku rewşa penaberên êzîdî yên ku derbasî Bakurê Kurdistanê bûne pir xirab e, alîkariyên ku ji wan re tên kirin têrê nakin ji ber wê jî pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye. + +Piştî ku devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat girtin bi hezaran kurdên êzîdî neçar man cîh û warên xwe berdin û derbider bibin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li Mêrdînê ev 6 roj in xelkê bajarên Dêrik, Qoser û Nisêbînê û gundên derdora wan bajaran ji ber qutbûna elektirîk û avê xwepêşandanê dikin û rêya hatin û çûnê girtine. Gundî dibêjin, eger ev rewş bidome dê pez û dewarên wan telef bibin û zeviyên wan hişk bibin. + +Demekê beriya niha li Mêrdînê û navçeyên wê, bi sedan cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dabîn bikin fatûrayên giran ên elektirîkê ji wan re hat birrîn. Ew fatûra ji 20 hezar lîre heta 100 hezar lîreyan heye. + +Lê ji ber ku cotkaran ew pere nedan elektirîka bajarên Dêrik, Qoser û Nisêbînê û gundên derdora wan hat qutkirin. + +Gundiyên ku bi rojan e bêelektirîk mane, ava xwe ya vexwarinê jî li ser pişta dewaran dabîn bikin. Ji bîran avê derdixin lê av tine zeviyên xwe pê av bidin lewma zeviyên wan ber bi hişkbûnê ve diçe. Pez û dewarên wan jî ketiye bin metirsiya jinavçûnê. + +Piştî ku rayedaran nekarîn arîşeya gundiyan çareser bikin dest bi xwepêşandanê kirin û ev 6 roj in rêyên navbera Mêrdîn, Dêrik, Qoser û Nisêbînê girtine. Ji ber wê girtina rê kamyonên ku ji Herêma Kurdistanê tiştan tînin nikarin derbas bibin ji ber wê jî kamyon rêz bûne li ser rêkê. + +Li Dêrikê hêzên ewlehiyê bi amûrên polîs ê bi navê TOMAyê mudaxeleyî çalakiya gundiyan kirin. + +Gundiyê bi navê Seîd Koçan ji Rûdawê re got, hemû bendavên ku eletirîka rojavayê Tirkiyeyê dabîn dikin li bajarên kurdan in lê ew ti xêrekî ji wan bendavan nabînin. + +Koçan wiha axivî: ";Ji ber ku elektirîk hatiye qutkirin av jî nemaye. Him em him jî pez û dewarên me bêav mane. Zeviyên me ber bi hişkbûnê ve diçin. Heta arîşeya me çareser nekin emê çalakiya xwe bidomînin."; + +Gundiyekî din ê bi navê Galîp Boga jî got ku ji be nebûna avê nexweşî peyda dibe û ava vexwarinê jî bi li ser pişta dewaran tînin û wiha axivî: ";Pezên me ji ber nebûna avê ber bi qirbûnê ve diçin. Heta elektirîka me bernedin emê çalakiya xwe bidomînin."; + +Cotkarê bi navê Evdilhemîd Kiliç jî got, em debara jiyana xwe tenê bi rêya çandinî û xwedîkirina pez û dewaran dikin. Zeviyên me ji ber bêaviyê hişk dibin. Eger ev rewş bidome emê zirarek mezin bibînin. Bila ev zulm bidawî bibe. + + + + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, bi helkefta 1ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê, dê mîtîngek were lidarxistin. + +Hevseroka Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zubeyde Zumrut, îro li Komeleya Rojnamevanên Başûrêrojhilat (GGC) di civîneke rojnamvaniyê de ragihand, îsal dê Roja Aştiya Cîhanê di bin siya şer de pîroz bikin. + +Zubeyde Zumut diyar kir ku Rojhilata Navîn bûye gola xwînê û wiha got: + +";Çeteyên DAIŞê destê komkujiyên Nazî girêdane û siyaseta qirkirinê li ser gelan dimeşînin. Naziyên nû yên Rojhilata Navîn ku ji her derên cîhanê li hev kom bûne ji gelan û kulturên cuda re gef û talûke ne."; + +Wê berpirsa DBPê da zanîn, dê roja 1ê Îlona îsal bi helkefta Roja Aştiya Cîhanê li Meydana Îstayonê ya Amedê mîtînek were lidarxistin. Mîtîng ji saet 17:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike. +Zûmar (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê îro danê sibê agir berdabûn bîrên petrolê yên li devera Eyinzale ya girêdayî bajarê Mûsilê. Rûdawê beriya hemûyan ew dîmen belav kir. + +Di dîmenan de tê dîtin ku dûyekî reş li bîrên petrolê yên Eyinzale radibe lê li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, heta niha nayê zanîn ka agir bi bîrên petrolê ketiye yan jî ew petrola ku li wê derê rijiyaye... + +Amed (Rûdaw) – Komeleya Endamên Medyayê ya Amedê (DIMED) daxwaz kir, peyamnêrê ILKHAyê Ali Adiyaman ku hatiye revandin serbest bê berdan. +DIMEDê derbarê mijara revandina Ali Adiyaman de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, Adiyaman ev 24 demjimêr in hatiye revandin û heta niha ji wî tu agahî nîne û wiha domkir: +";Mafê çapemeniyê di Peymana Cîhanî ya Mafên Mirovan a NYê de jî wek mafeke bingehîn hatiye nasîn. Li herêma me niha tu bingeha pevçûnê nîne û revandina hevalê xwe em wek êrişa dijî azadiya çapemenî, ya agahîgirtina gel û hemberî hemû rojnamevanan dinirxînin."; + +Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku, PKK dixwaze hemû medyaya herêmê bigre bin tekedestiya xwe û yên ku wek wana nafikrin jî ceza dike. Daxuyanî wiha didome, ";Ev bûyer tê wetaya paşveanîna demên 1990î yên tarî û bilindbûna zîhniyeta tekparêzî ya bi rengê kurdî. Divê hemû xebatkarên medyayê hemberî vê bibiryar û birûmet rawestin."; + +Peyamnêrê Ajansa Nûçeyan Pîvanê (ILKHA) Ali Adiyaman, duh bo serdanekê çûbû gundê Cumatê (Dagcilar) ser bi Farqîna Amedê û li wê derê ji hêla kesên ku xwe wek PKKyî dabûn naskirin ve hatibû revandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê îro serê sibehê, êrîşeke berfereh li dijî çekdarên DAÎŞê li eniya şerê Zumarê destpêkirin û gelek gund û navçeyên girîng ji destê wan derxistin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji dema ku êrîşên berfereh yên hêzên pêşmerge ber bi çiyayê Betme destpêkir û ew cihên stratejîk ji destê DAÎŞê hat derxistin. +Peyamnêrê me ligel hêzên pêşmerge bû û dîmenên taybet ji şerê kontrolkirina wî çiyayê ku dikeve ser Zumar û Eyin Zale, kişandin. +Dîmenên ku di vê vîtî û raporta peymanêrê me de tên dîtin, tenê li ser ekranên Rûdawê tên weşandin û ew dîmenên gelekî taybet in. + +Amed (Rûdaw) – Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî aşkera kir, Desteya Diyaloga Kurd ku ji 12 sazî û partiyan pêk tê û tenê hewldanekê diyalogê ye, ne hevalbendî ye, +Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî daxuyaniyekê nivîskî weşand û derheqê civîna ku 25ê tebaxê li Amedê bi beşadarbûna 12 aliyên siyasî hatiye lidarxistin agahî da. +Li gorî daxuyaniyê, partî û rêxistinên ku beşdarî civînê bûne gihîştine vê qenaetê ku hê bingeha yekîtiya ser bercewendiyên neteweyî çênebûye. Mijarên ku aliyên siyasî li hev kirin e ev in: + + Di bin van mercan de, civîna 25ê tebaxa 2014ê ne xwedî derfetên çêkirina yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî yan jî konferansa neteweyî ye. + Lê pêvajoya diyalogê ku di navbera alî û partiyên siyasî de destpêkiriye derfet daye ku pêwendî di nava aliyên kurd de bi dome û li ser hin mijaran yekhelwestî derkeve. + Vê civînê rêxistineke nû dernexistiye meydanê û ev yek ne hevalbendiyeke siyasî ye. Ev pêvajo divê wek ‘Desteya Diyalog a Kurd’ bê binavkirin û bê aşkerakirin ku hewldanên lêgerîna hevalbendiyê dê bidomin. + ‘Desteya Diyalog a Kurd’ ne navê rêxistinê ye û ne jî hevalbendî ye. Tenê binavkirina pêvajoya diyalogê ye. +Daxuyanî dide zanîn ku, piştî civînê hin danezan di heqê civê de hatine dayîn lê ev yek beşdarên civînê eleqedar nake. + + +Şirnex (Rûdaw)- Piştî êrîşên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bi set hezaran êzîdî di demek kin de bûn penaber ketin ser rêyan. Wek tê zanîn gelek êzdî hatin kuştin malên wan xirab bûn, xwe dijwarî gîhandine başûr û bakur Kurdistanê. + +Mihemed Şarmanê di Dibistana Gundikê Melî ya Şirnex de mamoste ye ji Rûdawê ragihand ku, Kesên xwedî pasaport di deriyê Zaxoyê re derbasî Kurdîstana Bakur bûn.Yên bê pasaport hin ji wan ji aliyê çekdarên YPG ve û hinek jî bi alikariya gund û gundiyê Şirnexê wek Yekmal û Roboskê li ser Zaxoyê re li nav çiyan re gîhiştin Şirnex’ê. + +Şarman diyar kir ku roja êzîdî derbasê Şirnexê bûyîn heta niha heroj nav wan de ye û wiha got: + +";Ji komkojiya Êzdiyan seri heya roja niha gelê Şirnexê bi hemî derfetên xwe ew pêşwazîkirin. Qampê yekem li Şirnexê vebûn. Nûha li navça şirnexê li silopiya 3000 êzdî di qampan danin dîsa li Cizîrê li Qilabanê bi hezaran êzîdî hin li malan hin li qampan hin jî li dibistanan hatin cih kirin. Li navan de Şirnexê û tevî navçê û gundan nêzî 11 hezar Êzdî bi cih bû."; + +Mamosteye Dibistana Gundike Meli da zanîn bi xwe jî 7 êzîdî li mala xwe vehewandiye û anî ziman Şirnex li gorî bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê ji quweta xwe zêdetir bar ragihandi ye û pê de çû: + +";Gel bi hemî hêza xwe dixebiti nan û ava xwe bi wan re parve dike. Em li qampa bi gelek êzîdiyan re axîvîn ji vê mêvandariya Şirnexiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Dîgel van yekan hê jî derftên peneberan nebaşin kêmasi gelekin. Li gorî bajarê mezin wek Amed,Mêrdîn, Wanê, Şirnexê ji hedê xwe zêdetir kes vexwandina û ezimandine. Bêdengiya şarderiyê van bajarê mezin dibe sedam gelek rexne û gazinan . Ev yek barê Şirnexiya çiqas giranbike ji Şirnexî tev de dibêjin çi ji me bê em amadene bikin."; + +Mamoste Şarman got, miletê Şirnex tev de gelek ji êzîdiyan re bûn alîkar û gundiyan hin dibistana cih kirine hin jî li malên xwe vehewandinê û axiftina xwe wiha domand: + +";Gelek êzdi pêşî ji Zaxo li çiyayan re tên Yekmal û Rêbozikê piştre ji van navendan li navçe û li gundiyan tê belavkirin. Gundê wek Şêxan ,Sêgirkî, Gundikê Melê dibistanê xwe ji êzîdiya re vekirin.Gelek xort bi awayekî dlisozî li van dibistana xizmet didin ji bo êzdiyan şarederiyê van deran derfetê xwe hemî seferberkirine.Nuha şarderiya Şirnexê dixwaze qampeke ku bikarebe 5000 hezar kesan bihewîne veke. Xebatên wan bi vî alî didomin."; + + +Mihemed da zanîn êrîşên dawî vê care bandorek mezin li êzîdiya kiriye û got êdî ew naxwazin paşvê vegerîn Şingalê û axiftina xwe wiha xilas kir: + +";Gelek Êzdî dîxwazin di nav şert û mercên baş û tekûz de bijin.Gelek ji wan mal û perê xwe hemî tiştnê xwe li paşve hiştine.Naxwazin careki din vegerin Şengalê. Daxwaziyeke mezîn heye ku tevde li ser hev li derekî Ewrûpa bi cih bin. Lewre dibêjin ‘Şengal êdi li me xirab bû wêran bû û heram bû. Em nikarin cardin herin cihê kû laşê me lê genî bûne. Ciranê me ereban em firotin kirêvê me xayin derktin. Emê cardin çawa bibin ciranê hev."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got, di qada şer de pêşmerge hemberî DAIŞê serkeftî ye û pêşmergeyan bi van serkeftinan sîhrê terorîsan betal kiriye. +Barzanî got, ";Bo me şanaziyekê mezin e kû li şûna hemû cîhanê em şerê van terorîstan dikin. Her wiha hêzên pêşmerge êrişên serkeftî birin ser terorîstên DAIŞê û rastiya wan derxiste holê."; +Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê îro li bajarê Selahdînê, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li General Sir Simon Mayell kiriye ku nûnerê ewlehiyê taybet ê Birtîtanyayê bo Herêma Kurdistanê ye û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de Barzanî got, ";Li ser hemû aliyan xeterî heye û ev yek sînoran nanas e. Têkbirina terorîstan bi hewldanekê pêkve û bi planên mezintir û nûtir dibe."; +Serokê Herêma Kurdistanê, ser rewşa koçberan jî dubare kirk ku, parastina wan û bicihanîna pêwîstiyên wan erkekê mirovahî û neteweyî dizanin û bo parastina kesên bi netew û olên cûda şehîd jî dane. +Barzanî got, Kurdistan bi hemû hêza xwe alîkariya kesên koçber ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê dike, lê asta karesatê û zêdebûna hejmara koçberan derfetên Kurdistanê derbas dike. Her wiha Barzanî taybet bo Sir Simon got, ";Pêwîste xwişk û birayên mesîhî û koçber bizanin çareseriya sereke azadkirina herêmê ye."; +Barzanî di heqê damezrandina hikûmeta nû ya li Iraqê jî got, hikûmeta rastqîn bi beşdarbûna hemû aliyan dê pêk bê. +Hikûmeta Brîtanyayê, bo pêşxistina helwestên têkoşîna hemberî DAIŞê, roja 24ê tebaxê General Sir Simon Mayall wek nûnerê taybet bo Herêma Kurdistanê erkdar kiribû + +Kempa Miqiblê ya penaberên Rojava yê Kurditsanê li gorî pirojeya firokxaneyekê ko karûbarên wê bi rêve diçin ew kemp wê were rakirin li vir pirsa çarenivîsê penaberên bêtirî deh sala ser awarebûna wan ji rojava yê kurdistanê derbasbû ye tê kirin ko li gorî parêzgarê duhokê hê bi rengekî dawî biryar derbarê şarserkirina rewşa ne hatiye standin lê wê her cih bo wan were dabînkirin +Di nerîna penaberan de gereke rewşa wan mîna penaberên li gel wan hatibûn û xanî bo wan hatin dabînkirin +Penaberên li miqiblê jî ne razîne ji rakirina xwe tevlî ew giringiya firokxanieyê dizanin lê ew dibêjin ko ne insafe ko dîsa vegerin bin kona +Penaberên kempê miqiblê dibêjin hejmareke ji biryaran bo durustkirina rewşa wan derketine lê ew dibêjin ev biryar nehatine cîbicî kirin + + + +Elewî yek ji wan pêkahteyên Efrînê ne ku li navçeya Mabeta li Efrînê ji sed salan ve niştecî bûne,lê dîroka hatina wan nediyar e, lê ew dibêj in ku ew Bekdaşî ne û bi ser kurdên Elewî yên Tirkiyê ve ne. +navê Mabeta ji navê XWEDIYÊN MALÊ hatiye ku ew dever giştî Elewî ne. +Mabeta 15km ji navenda Bajarê Efrînê dûr e, û 37 gund pêve girêdayî ne, ji aliyê bakur ve navçya Reco ye, ji başûr ve Cindirêsê ye,ji Rojhelat ve Şera ye, û ji Rojava ve Şiyê ye. +Hejmara nişteciyên Mabeta li gorî serjimêriya fermî, di sala 2004an de 11.741 kes in,lê niha nêzîka 15 hezara ye, ku 300 mal lê hene û temenê wan jî bêtirî 600 sal e. +Di salên 1924an û 1925an de, Mabeta Navenda Herêma Efrînê bû, û di sala 1975an de bû navenda Navçeyê. +Gelek ji gundên koçeran jî li Efrînê Elewî bûn,lê ji zûde ew bûne Misliman, û niha tenê Mabata Elewî ma ye. +Çend mezarên Elewiyan li Efrînê li derdûra Mabeta hene, wek Mezara Berbeûşê ku 2 km bakurî Mabeta ye, Mezara Yuxmir Dade û Mezara Eslan Dede, û hemû Sirûdên Elewiyan yên olî bi kurdî ne. +Gelek ji xelkê Mabeta rastî girtinê dihatin ji aliyê Artêşa Azad ve ji ber Ewletiya wan û dihat in tawanbarkirin ku ew alîgirên rêjîmê ne,lê piraniya xelkê Mabeta alêgirên opozisyonê ne, ku cemawerên partiyan li wê derê jî zor in, û yek ji damezrênerên yekemîn Partî li Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Mihemed Elî xoce ji Mabeta bû. +Di despêka Şoreşa Sûrî de, gelek xwepêşandan li Navenda Navçeya Mabeta hatin li dar xistin da ku ji xelkê re xuya bikin ku ew alîgirên opozisyonê ne û ne alîgirên Rêjîma Sûrî ne. +ji ber ku gelek ji Mabetaiyan dihatin girtin, xelkê wê derê komîteyeke danûstandinê avakiribûn ku her car diçûn cem Artêşa Azad da ku girtiyên xwe serbest berdin û her car ji wan re tekez dikirin ku ew kurdin û alîgirên opozisyonê ne. +Cudahî di navbera xelkê Efrînê de tine ye, ku kesek nabêj e ew Elewî ye yan Êzdî ye yan jî Misliman e, hemû bi hevre dijîn û dibêj in ku ew Kurd in. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê di encamê teqandina bombê de pêşmergeyek şehîd bû 4 pêşmerge jî birîndar bûn. +Li Kerkûkê, di dema borîna karwanekê Fermandeya Lîva Yekê Pêşmergeyan li nêzîkî Biryargeha Leşkeriya Keywanê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin hate teqandin û di encamê de pêşmergeyek bi pileya mîralayê bi navê R.Ş. şehîd bû û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. +Serhed Qadir, Birêvebirê Polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re got, ";Îro demjimêr 6:30ê êvarê teqînek rû da. Piştî ku hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. + +Efrîn (Rûdaw)- Elewî yek ji wan pêkhateyên Efrînê ne ku li navçeya Mabeta li Efrînê ji sed salan ve niştecî bûne. Dîroka hatina wan ne diyar e lê dibêjin ku ew Bekdaşî ne û bi ser kurdên elewî yên Tirkiyê ne. + +Navê Mabeta ji navê ";Xwediyên Malê"; hatiye ku ew dever giştî elewî ne. + +Mabeta 15km ji navenda Bajarê Efrînê dûr e, 37 gund pê ve girêdayî ne, ji aliyê bakur ve navçeya Reco ye, ji başûr ve Cindirêsê ye, ji rojhelat ve Şera ye û ji rojava ve Şiyê ye. + +Hejmara nişteciyên Mabeta li gorî serjimêriya fermî, di sala 2004an de 11 hezar û 741 kes in, lê niha nêzîkî 15 hezarane, ku 300 mal lê hene û temenê wan jî bêtirî 600 sal e. + +Di salên 1924an û 1925an de, Mabeta Navenda Herêma Efrînê bû, di sala 1975an de bû navenda navçeyê. + +Gelek ji gundên koçeran jî li Efrînê elewî bûn, lê ji zûde ew bûne Misliman û niha tenê Mabata Elewî ma ye. + +Çend gorên elewiyan li Efrînê li derdorê Mabeta hene, wek gora Berbeûşê ku 2 km bakurê Mabeta ye, gora Yuxmir Dede û gora Eslan Dede, û hemû sirûdên elewiyan yên olî bi kurdî ne. + +Gelek ji xelkê Mabeta rastî girtinê dihatin ji aliyê Artêşa Azad ve ji ber elewîtiyê dihatin tawanbarkirin ku ew alîgirên rêjîmê ne, lê piraniya xelkê Mabeta alîgirên opozisyonê ne, ku cemawerên partiyan li wê derê jî zor in, û yek ji damezrênerê yekemîn Partî li Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Mihemed Elî Xoce ji Mabeta bû. + +Di despêka şoreşa Sûriyê de, gelek xwepêşandan li Navenda Navçeya Mabeta hatin li dar xistin da ku ji xelkê re xuya bikin ew alîgirên opozisyonê ne û ne alîgirên Rêjîma Sûriyê ne. + +Cudahî di navbera xelkê Efrînê de tine ye, ku kesek nabêj e ew elewî ye yan êzîdî ye yan jî misliman e, hemû bi hevre dijîn û dibêj in ku ew Kurd in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê xwestin ku destpêkirina dema xwendina sala 2014 – 2015ê bo demek bê paşxistin. +Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê got, îro xwestine ku Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê bibînin û daxwaza paşxistina vekerina dibistanan jê re bêjin, lê ji ber meşxul (mijûl) bû nekarîn bibînin. +Ebdulwahîd Hacî, Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), ji Rûdawê re aşkera kir ku, duhî civîna sekretertiya wan hatiye lidarxistin û bi awayekê hûr li ser rewşa perwerdeya sala nû rawestiyane. Hacî got, bi piraniya dengan qebûlkirine ku vebûna dibistanan îsal bê paşxistin û daxwazekê fermî arasteyê Wezareta Perwerdeyê bikin. +Sekreterê YMKê her wiha got, ji ber du sideman vê yekê dixwazin û domand, ";Yekem, gelek dibistanên navçeyên sînorê bajarê Hewlêrê û Dihokê koçber têde bicihbûne. Ji bo bicihkirina wan demekê zêde tê xwestin. Ya duyem jî, gelek mamoste ji wan deverên ku hê jî têde alozî û şer hene dimînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Îro 11emîn keştiya ku petrola Herêma Kurdistanê têde bû ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi rê ket. +Rayedarekî payebilindê Tirkiyeyê ji ajansa Reutersê re got, îro 11emîn keştiya petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê derketiye. Rayedarê got, di keştiyê de 250 hezar bermîl petrol heye lê di heqê keştî diçe û kî digre de agahî neda. +Li gorî zanyariyên heman rayedarî, ji meha Gulanê ve ji Bendera Ceyhanê herî kêm 8 mîlyon bermîl petrol hatiye hinartin. +Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka Gulana îsal de dest bi hinartina petrolê kir. + + +Berekat Îsa* + +Nêzîkî demjimêr yazdehê şevê bû ku em bi asayişa Gir Uzêr re li ser çeperan digeriyan. Wan destxweşî li xelkê dikirin ji ber bergirîkirina wan li axa xwe. Ez jî bi wan re bûm, da ku çîrok û bîrokeyan hilgirim. + +Ji ber ku gellek çeper li sînorê Gir Uzêr hebûn, dem vekêşa heta demjimêr yekê piştî nîvê şevê. Li xala pêşmergeyan ya di navbera Gir Uzêr û Gir Zerk de efserekî pêşmerge xwest serdaneke pêşmergeyan bike li komelgeha Gir Zerk, ya ku bi dûriya 7 km li rojhilatê Gir Uzêr dikeve. Hingê refên otomobîlên DAIŞê li wan sînoran çûn û hatineke zêde dikirin. Hinek ji Beac ber bi Bilêc diçûn û hinek ji sînorê Gir Zerk ber bi Sîba Şêx Xidr diçûn. Êdî me tê derxist ku ew çûnûhatina zêde ya DAIŞê sedemeke wê heye. + +Xala DAIŞê li Gir Zerk (li Sîba Hecko) ku nêzîka kîlometreyekê ji xala pêşmergeyan dûr bû, ya li durêya di navbera Gir Zerk û Beac de bû. Gava ku em çûne ba pêşmergeyan, otomobîlên DAIŞê pirr li wê xalê hebûn. Bi tenê silav û destxweşî li hev kirin û em ber bi nav komelgeha Gir Zerk vegeriyan, lê beriya ku em bigihijin nav komelgehê, kesekî telefon ji bo rêveberê asayişa Gir Uzêr vekir û jê re got: ";Çekdarên DAIŞê li tenişta gundê Gir Zerkê yê kevn, kemîn li pêşiya we danîne."; Ez jî li otomobîla wî siwar bibûm û em li pêşiya refê bûn ku ji çar otomobîlan pêk dihat. Ji bilî kalaşnîkofan doşkayek û du bîksî bi hêzên asayişê re hebûn. + +Rêveberê asayişê got em ranawestin û gava em gihiştin xala pêşmergeyan li dergehê derketinê yê Gir Zerk ber bi Gir Uzêr, şer destpêkir û gule avêtin otomobîlên me; ji çar mîhweran DAIŞê şerê Gir Zerk kir. + +Doşka û herdu bîksiyên asayişê kar nekirin. Doşkaya li xala pêşmergeyan jî bi tenê çend gule avêtin û rawestiya. Em ji otomobîlan daketin xwarê û me xwe da ber dîwaran. DAIŞê bi doşka û hawanan şerekî giran dikir û li aliyê me bi tenê kalaşnîkof hebûn. Li her gavekê behsa hatina hêzekê dihate kirin û nêzîka 40 hawanan li tenişta me ketin û xaniyên gellek welatiyan diketin ber hawanan û di dema ketina her hawanekê de gumên ji gellek malan dihat. Heta demjimêr şeşê sibehê em li wî cihî man. Piştî ku DAIŞê pêşengî kir û li me zîvirîn, em neçar bûn bazbidin û me otomobîlek jî ji bin bombebaranê xilas kir. + +Gava ku em derketin hejmareke zêde ya mirovan ji Gir Zerk bazdidan û ez bi telefonê bi hinek hevalên ji Sîba Şêx Xidir li rojavayê Gir Uzêr re dipeyivîm, ku li wê komelgehê jî şer rû dida. +Em di nav şûvê û di ser çeperan re gihiştin Gir Uzêr. Di wê demê de min ji birayê xwe yê ji min biçûktir xwest ku zarokan bibe gundê Werdiyê yê li tenişta çiyê. Rast e, şer li Gir Uzêr nebû, lê xelk direviyan, piştî ku bihîstin pêşmergeyan cihên xwe berdane. Min ji bav, dayik, xwişk û hevjîna xwe xwest ku bi piyan derkevin heta ku birayê min zarokan bigihîne Werdiyê û li me vegere. +Wê demê hemû xelk direviyan û em dora nîv demjimêrê bi piyan meşiyan, lê hêj hinek jinên Gir Uzêr nanê tenûrên axê dipehtiyan û hay ji bazdanê nebûn. + +Em gihiştin Werdiyê û me dît ku xelkê wî gundî jî bazdane navbera geliyan û çiya, ku deşteke mezin bû. Heta piştî nîvro, em hemû xêzan û malbat û kesûkar û mirov gihiştin hevdu. Hinek ber bi gundên Cidalî, Heyalê û Sikêniyê û ber bi mezargehê Şêx Hesen li gundê Gabara çûn, ku ew gund hemû nêzîkî çiyê ne. + +Mezinê gundê Werdiyê li mala xwe mabû û dema ku DAIŞ gihişt nav gund ji wî xwestin ku xêzanên nav çiya û deştan vegerin û alên spî anîn û li gund çikandin. Bi xwesteka wî gellek malbat vegeriyan, lê bavê min û her pênc birayên xwe û malbat bi giştî gihiştin tifaqekê ku neçin nav gund. Hingê dayika min gote min tu here ser çiyê ji ber ku tu ne wek xelkê din î…xêzana min jî bi wê çendê razî bû. Em pênc pismamê hevdu bi ser çiyê ketin ber bi bakur û xêzanên me li wî alî man û gihiştin nêrînekê ku em herin Cidalê ji ber ku DAIŞ nehatibû wî alî. + +Mala meta min li ser rezên hejîran bûn li gundê Kersê yê bakurî çiyê, û dora demjimêr 9ê êvarê em gihiştin wê derê. Li ser çiyê min apê xwe Xudêda û xêzana wî jî dît ku biryar dabûn ew jî bên. Kurê meta min du bermîlên avê li ser kerekî bar kiribûn û bi hewara tîbûna mala apê min ve hatibû û me jî qur kire wê avê ji ber ku em bê av bi ser çiyê ketin û em gellekî tî bibûn. + +Gava ku em gihiştin mala wan xwarin anîn; xwarina wan nan, tirî û hejîr bûn. Min ti caran ji şêraniyê hez nekiriye, lê min zanîbû divê ez bixwim ji ber ku xwarin namîne. Roja din mala apê min Nayif jî gihişt û hinek kesûkarên kurên meta min jî lê kom bûn û em bûn dora 130 mirovan li wê malê ku du xaniyên axê lê hebûn. +Telefoneke min ya ku hemû karê min li ser wê bû di şerê Gir Zerk de mabû û şarja mobayla min ya din vala bibû, lewma min ji telefonên kesên din hemû tişt dibihîst. Her kesekî ji başûr ber bi bakurê çiyê hatibe, me pirs û pirsyar jê dikirin, hemû çîrokên kuştin û mirinê bûn derbarê Gir Uzêr, Gir Zerk, Sîbayê, Tel Qeseb û Tel Benat; xelkê Sinûnê ji ber ku nêzîkî Rebîe bûn, wan hêj zû xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê. Li her demjimêrekê hinek li me zêde dibûn, ewên ji başûr direviyan nav çiyê li aliyê bakur du dergeh hebûn û xelkê pasevanî lê dikir. Xwarin pirr kêm bû û xelk li me zêde dibûn. + +Dema gihandina avê ji ser kaniyê 18 demjimêr bûn. Her gava av gihiştiba, hemûyan jê vedixwar. Jinan ji bo zarokên xwe av û nan vedişartin. Li wê derê, min ne jin hebû û ne jî zarok û ne jî dayik, bav, xwişk û bira. Ne min karîbû ez bigirîm û ne jî min karîbû ez morala xwe nizm bikim li ber çavên bi sedan mirovan. Pîlên mobaylên xwe didane min, da ku ez tiştên nû derbarê pêşmergeyan û şerê DAIŞê û rizgarkirina Şengalê de ji wan re bînim. Her demeke ku min telefona hevkarên xwe yên Rûdawê li Duhokê bikira, min ji wan re digot tenê rastiyê bêjin ka pêşmerge wê kengî bên. Hingê min nizanîbû ku me Şêxan, Tel Kêf û bendava Mûsilê jî ji dest dane. Piştî du rojan min gellek tişt bihîstin û di dilê min de man, ji ber ku eger min ew tişt ji xelkê re bigota, tirsa wê yekê hebû ku xwekuştin peyda bibe; lewma diviyabû ez hema devliken bim û tiştên xweş ragihînim wan. + +Min li ser mirina zarokan û kesên temen mezin ên nexweş gellek tişt dibihîstin, di dema derketina wan ji başûr ber bi bakurê çiyê ve. Li aliyê rojavayê çiyê, me dengê hawin û teqînan dibihîst. Herwiha em bi wê yekê pirr kêfxweş dibûn, ji ber ku me zanîbû xelk mane. Pêşmerge, YPGê û xelkên Şengalê jî şer dikin. +YPGê çekên xelkê jî wergirtin û piştî roja duyem ji gihiştina nav çiyê, ji xortan dixwestin tevlî wan bibin. Dilsoziya xelkê jî bi aliyê wan ve hebû. Êdî bi dehan kes, heta bi kesên 15 salî jî, ketin nav rêzên wan. Gellekî behsa Qasim Şeşo û hevalên wî dihate kirin. Ev yek jî pirr bi dilê xelkê bû, lê li beramber vê yekê jî krîza nan û avê hebû, herwiha nûçeyên nexweş derbarê mirin û kuştinê rêgir bûn li ber berdewamiya dilxweşkirina xelkê. + +Di rojên çarem û pêncem de me zehmetiya herî mezin dît, ew jî bi sedema nebûna xwarinê û wan nûçeyên nexweş ên ku me dibihîstin, ku Koço di nav destên DAIŞê de maye û gellek ji xelkên Werdiyê bi barhilgiran ber bi cihên nediyar ve birin. Êdî kontrola xelkê nedihate kirin û ew çend hezarên li bakûrê çiyê, bûn bi dehên hezaran. Xelkê pezê xwe berdan. Lê goştê sor tîbûn peyda dikir, lewma xelkê xwe jê diparastin. Her kesekî ku me ji nû ve ew dîtiba, çend çîrokên mirinê digot. Ew kesên ku behsa mirina wan yan kuştina wan dikirin, me ew ji nêzîk ve nasdikirin û em bi wan diêşiyan. Me tirsa mirin yan kuştina xwe jî li ber xwe nas kiribû, lê gihiştina keça min Sandra hinekî bêhna min fireh kir. +Roja pêncem, êvarê, piştî ku birayê min Ferhan bi hewara malbata me ve çû başûrê Çiyayê Şengalê, bi mebesta ku wan jî bîne bakur, ez bi telefona wî ligel hevjîna xwe axivîm. Ji ber ku dilteng bû, şerê min kir û got "te em hiştin". Piştî bîstikekê min jê re got "Ferhan hatiye ji bo we ligel xwe bîne bakur û emê nêzîk hevdu bibînin û dema hûn hatin ser çiyê emê avê bigihînin we." Ew dilxweş bû û got "de va kurê te, wê bi te re bipeyive." Dema min dengê Binyamîn kir, dilê min êşiya û hema beriya ez bipeyivim kelagiriyê rê neda min û min pêwendî birrî. + +Zarokên nexweş hebûn, yên bê şîr hebûn, xwarin nemabû. Kesên ku av bi kera dianîn, nedixwestin êdî herin, ji ber ku ew gellekî diwestiyan. Ez her mjûlî telefonê bûm û tevan dixwestin ez biaxivim. Li gundê Kersê birca Korek hebû. Bi şevê hinekan telefon dibirin û heta sibehê dihatin û pîl ji min re dadigirtin û dianîn. +Roja şeşem me bihîst ku bi sedan xelk ji çiyê derketin û gihiştine Rojavayê Kurdistanê, piştî ku pêşmerge û YPGê rêya navbera Sinûn û Dugirê kontrol kirin. Herwiha Dugir heta Borik di dest wan de bû. Êdî ti çareya me nebû, divayabû em biryarekê bidin, di demekê de ku du jinbirên min û zarokên wan gihişitibûn me, lê dayik, bav, xwişk, herdu bira, hevjîna min û zarok li başûr mabûn. +Piştî min bihîst ku malbata min ber bi bakur ve tên û herdu birayên min jî ligel wan in, herwiha çend pismam û malbatên wan, me biryar da ku di roja heftem em dakevin nav gundê Kersê, û nêzîkî du demjimêran em mijûlî veguhastinê bûn. + +Dema em gihiştin gellek xelkê karê revê dikirin, ji nav çiyê berê xwe didan aliyê rojava, me jî yek demjimêrê bêhna xwe berda û min ji wan re got "werin em derkevin." Nêzîk 80 mirovî ji malbata min razî bûn û yên din gotin emê li hêviya wan ên ku ji başûr tên bimînin û emê bi hev re bên. +piştî nîvroya roja heftem, em derketin. Gav bi gav em ji çiyê derketin û ji aliyê nahiyeya Sinûnê me berê xwe da Dugurê. Şerek jî li wî alî qewimî, lewma piştî du demjmêrên ji meşê, hinekan dixwestin bizîvirin. + +Ez û keça xwe Sandra û biraziyê min Apo ligel herdu kurên birayê min ê mezin, Rakan û Sîrwan û pismamê min Mihsin û hevjîna wî û herdu zarokên wî li pêş malbatên me yên dîtir diçûn û hin bi hin ava me jî nedima. +Piştî nêzîkî çar demjimêran ji meşê, em ketin pişt Komelgeha Dugurê û me çend otomobîlên YPG dîtin, çûnûhatin dikirin, lê wan kes hilnedigirt û bi hezaran xelk dimeşiyan. Me hinek pîr û kal bi tenê didîtin, ku ji cihê xwe derketibûn. Hemû xelkê jî pirsa avê ji me dikirin. Li pişt Dugurê baregeheke YPG hebû. Min berê xwe da wan, ji ber ku rewşa Apoyê biraziyê min pirr xirab bû û min ji wan xwest ku wî bi otomobîlekê bigihînin derekê. + +Piştî ku wan fêm kir ku navê wî Apo ye, gotin "tu û keça xwe û Apo bi tenê werin siwar bin, bila Sîrwan û Rakan bi peya ligel xelkê bimeşin." Êdî ew çarenivîs bû, da ku Apo nemire û em razî bûn, ji ber ku Rakan û Sîrwan ku temenê wan di navbera 15 heta 17 salan de bû û me hindek nasên xwe dîtin û soz dan ku wan ligel xwe bînin. +Em nêzîk heft kîlometreyan bi otombîlê çûn û li cem motorekî avê hiştin. Me av vexwar û dîsa bi meşê em çend dejimêran meşiyan heta me sinorê Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve derbas kir. +Di nav Rojava de em nêzîkî demjimêr û nîvekê bi peya dimeşiyan. Êdî ji bilî Sandra û Apo kesekî min nemabû û telefon jî nebû da ez zanibim çarenivîsa wan ên li ser rê çî ye. Nêzîkî demjimêr 08:30 em li barhilgirekê siwar kirin û berê me dane başûr. Lê ez gellekî nexweş bûm. Piştî em gihiştin bajarokekî Rojava, çend şervanên YPGê hatin û ji me re gotin "vaye av, vexwin û zanibin Mesûd Barzanî û pêşmergeyan çi bi serê we kirine." + +Ez tirsiyam ku li ser Şengalê birakujî, piştî komkujiyê, peyda bibe û min ava wan venexwar û bi tîbûna xwe ez gihiştim Başûr. Ji nû ve ez giriyam û min bêriya malbata xwe kir, ew malbata ku ez nizanim li kû derê ne û çi bi serê wan hatiye. Heta min 2 rojên dirêj derbas kirin, malbata min gihişte Rojava û roja sêyem hatin Zaxoyê û em gihiştin hev û em şad bûn. Şadbûneke ku me hemû bîranîn, mal û tiştên xwe li şûna xwe hiştin. Şadbûneke ku me ji Şengalê ji ber bêhna mirinê bazdaye û me gellek heval û biraderên kuştî veneşartin. Şadbûneke ku gellek jinên Şengalê hatin revandin û di bazarên Ereban de têne firotin. Şadbûneke ku em nizanin êdî axeke me heye ku navê wê Şengal e, yan emê her aware bimînin. + +* Berekat Îsa, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, 7 rojan nûçeyên Kurdên Êzdî yên bê xwarin û bê av radigihand. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Komek rewşenbîr, çalakvan û akademîsyenê kurd ên Başûrê Kurdistanê ragihandin, heta devera Şingalê ji destê DAIŞê dernekeve dê bi awayekî demkî herin ser ola êzîdatiyê. Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê jî bi tundî li dijî vê çalakiyê derdikeve û vê çalakiyê wek ";bêhurmetî"; li hember êzîdiyan dibîne. + +Komek nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandin, wek piştgirî û hevxemî bo kurdên êzîdî û şermezarkirina êrişên DAIŞê li dijî Şingalê dê bi awayekê demkî herin ser ola êzîdatiyê. + +Li gorî daxuyaniyê, ew dê li ser ola êzîdatiyê bimînin heta ku devera Şingalê ji destê DAIŞê bê derxistin. + +Ev çalakî rastî nerazîbûna tund a Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê hat. + +Wê saziya îslamî di daxuyaniyekê de ragihand, nivîskar û rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina ola û ayîna xwe pişta êzîdiyan bigirin dibin sedema wê ku eniya şerê li dijî Kurdistanê berfirehtir bibe û xortên kurd zêdetir tevlî DAIŞê bibin. + +Di daxuyaniyê de rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina ola xwe piştgiriyê bidin êzîdiyan, wek kesên ";saf û nezan"; hatine binavkirin û hatiye gotin ku çalakiya zirarek mezin dide kultura pêkvejiyanê, her wiha ji ber ku ola êzîdatiyê oleke girtî ye lewma ev çalakî bêhurmetî ye li hember êzîdatî û êzîdiyan. + +Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê her wiha ragihandiye, ew kesên ku vî karî dikin tenê di hizra wê de ne xwe derxin pêş êdî ji wan re girîng nîne ka çi tê serê xelkê. +ئەو دەما کو هەر یەک ژ یەکگرتویا ئیسلامی و کۆمەلەیا ئیسلامیا یا کوردستانێ بۆ سازکرنا کۆنگرەیا حزبێن خوە دیار کربوون ، دەرباس بوو. +هەر دو پارتی یێن ئیسلامی ، سەدەما ڤێ یەکێ ڤەدگەرینن بۆ رەشا کو داعشێ بسەر هەرێما کوردستانێ رە ئانینە . هەڤدەم ێرۆ ئیبراهیم ئەحمەد ئەنداما پۆلیتبیرۆیا یەکیتیا نیشتمانیا کوردستانێ ، پێشتر داخوازا ساز کرنا کۆنگرەیا حزبا خوە کریە . شەری داعش ل باشوورێ کوردستانێ باندۆرەکێ زێدە دانیە سەر ژیانا سیاسی و جڤاکی و پەروەردەێ و گەلەک وارێن دن. + +هێزێن پێشمهرگه ل دهڤهرا زومار ن ێزێكى 60 كم پێشدەچوون و زێدەتری 15 گوندان ل وێ دەڤەرێ كونترول کرن. تێما تۆرا مەدیایى یا رووداوێ ل وان دهڤهران دیمهنێن تایبەت یێن ئەنیێن شهر، ب تایبهت ل گوندێ بارزانكێ ل کێلەکا عهینزاله کشاندن، کو ل گۆر گۆتنا پێشمەرگە، ئهو گوند جهەکی گەلەکی ستراتەژیکە ژ بۆ کۆنترۆلکرنا زومار و رەبیعژە. پێشمەرگە هەروەها دبێژن کو داعش گەلەک جەنازەیێن چەکدارێن خوە ب جی هشتنە و ب دههان ئۆتۆمبیلێن وان ژى هاتنە شەوتاندن. د پێشدەچوونا پێشمهرگه دە، خوەكوژەکی د ناڤا هێزێن پێشمهرگه دە ل گوندێ بارزانكێ خوە تەقاند و د ئەنجام دە چەند پێشمهرگە شههید بوون و چەند پێشمەرگەیێن دن ژی بریندار بوون. + + +Dihok (Rûdaw) – Di encama êrişa çekdarên DAIŞê de li dijî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, ne tenê bi sedan keç û jinên kurd hatin revandin lê bi dehan dayîk, bav û zarokên wan jî hatin kuştin ji ber wê jî gellek malbat hilweşiyan. + +Di nav malbatên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne de çîroka xûşk û birayekî vê rastiyê baştir nîşan dide. + +Suad û Selam, ji Rûdawê re behsa wê dikin ku dema çekdarên DAIŞê bajarokê Şingalê girtin, her wiha malbata wan çawa ji hev belav bûn… + +Ew di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe ji dest didin ji ber wê jî li ba kal û pîra xwe diman lê piştî êrişa DAIŞê nayê zanîn ka kal û pîra wan li kuderê ne. + +Suad û Selamê birayê wê carekî sêwî mane lê vê carê zimanê wan nagere bêjim ";em dîsa sêwî man";… + +ل هەر ناڤبچەیەکە کو هێزێن پێشمەرگە وان ژێ دەردخە، چەکداراێن داعشێ خانی و کۆلانا بۆمبە دکن. هەری داوی ژی، داعشێ ل دەڤەرا زومارێ کو هێزێن پێشمەرگە زێدەتری 15 گوند ژ کۆنترۆل کرن، گەلەک خانی و کۆلا بۆمبە کربوون، لێ ئەو بۆمبە ژ ئالیێ تیمێن ئەندازیاری یێن هێزێن پێشمەرگە ڤە هاتن پووچکرن. + + +Zûmar (Rûdaw) – Tîma Rûdawê li kêleka hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniya şer li devera Zûmar-Eyinzale-Mûsilê, girtina wan dever û gundan ji nêzîk ve dît û şopand… + +Hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ya Mûsilê di pêşveçûnê de ne û heta niha zêdetirî 15 gund ji destê DAIŞê derxistine. + +Li gundê Barzankê DAIŞê hinekî li ber xwe da lê hêzên Pêşmerge guh nedan vê yekê û êriş kirin û gund ji destê wan derxistin… + +Piştî van serkeftinên Pêşmerge morala DAIŞê diherife û çareyê tenê di direvê yan jî teslîmbûnê de dibîne ji ber ku gelek çekdar ji tirsa jiyana xwe, xwe teslîmî Pêşmergeyan dikin… + +Kerkûk (Rûdaw) – Li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di encama êrişa DAIŞê de herî kêm 8kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. +Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin ku, îro piştî nîvro erebeya KIA ya barhilgir, li navenda navçeyê hate teqandin û piştî teqînê jî endamên DAIŞê bi hawanan êriş li gelê cihê bûyerê kirine. +Farûq Ehmed, Birêveberê Asayîşa Xurmatû di heqê bûyerê de ji Rûdawê re got, "di êrişê de peşmerge hatine hedefgirtin û 2 pêmerge birîndar bûne." +Farûq Ehmed, got, piştî teqînê bi hewanan êriş li gel hatiye kirin û di encam de herî kem 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. + + +Enqere (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê serdemek nû ya siyasetê dest pê kir. Cara yekemîne li Tirkiyeyê serokomar raste rast bi dengên gel hate hilbijartin. Wekîlê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu piştî ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hati erkdar kirin kabîneya nû ya Hikûmeta xwe eşkere kir. + +Siyasetmedarên kurd ";Tirkiyeya nû"; û pirsgirêken kurdan ji Rûdawê re nirxandin. + +Serokê Platforma Demokrat a Kurd (KDP) Sertaç Bucak, ragihand, hem axiftinên Erdogan hem jî yên Davutoglu di mijara ";pêvajoya çareseriyê"; de hat xuyan xwedî îrade ne û got ";";Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurdan de bibiryariya xwe dan xuyandin. Ez hêvî dikim pêşiya çareserkirna pirsgirêkan bê vekirin."; + +Bucak diyar kir ku dema nîqaşên siyasetê boriye û got, ";Ev eleqe bo Xwezayê tên nişandin divê ji bo kurdan jî bê nişandin."; + +Yaşar Kaya: Hêvîdarim + +Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya hati girtin Yaşar Kaya jî got ew ji serdema nû hêvîdar e. + +Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê êdî ti tişt ne wekî berê be û di pirsgirêka kurdan de gave din bên avetin û got, ";Hilbijartina gel ya serokomariyê gavek giring bû û gel di mijare de hişmend bûn."; + +Yaşar Kaya anî ziman ew bawer dike çareseriya ji bo pirsgirêka kurdan hatiye dest pê kirin dê bidome û wiha axivî: + +";Davutoglu û Erdogan nikarin ji xetê derbikevin. Bi misoger nikarin pirsgirêka kurdan piştguh bikin. Di axiftina kongreyê de behs kirna Ehmedê Xanê û ya Feqiyê Teyran giring bû. Ez bawer dikim em di serê seredemek baş de ne. + +Baksî: Ez bêhêvî me + +Serokê Giştî ya Partiya Beşdar a Demokrasiyê (KADEP) Lutfi Baksî jî ragihand ku hikûmetê di çareser kirina pirsgirêka kurdan de ti gav ne avetiye û wiha got: + +";Bi tenê dengê çekan hat sekinandin û kurdan tawîz da. Dewlet va 90 sala çawa li pirsgirêka kurdan dinêri hêj wisa ye. Ew çi qasî xwedi hêz dê bibin ew qasî dê kurdan biperçiqinên. Ez dixwazim xelet derbikevim lê mixabin dema dinêrim ez bêhêvî dibim. + +Yapicioglu: rewş ne gelek baş e. + +Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekariya Yapicioglu jî ragihand ku encama serokwezîrbûna Davutoglu ti guhartinên giring dê çênebin. + +Zekariya Yapicioglu got, ";Hikûmet pirsgirêka kurdan ji dest silah berdana PKKyê di hesibine. PKK jî ji bo ka çawa deskêtiyên rêxistinê zêde bike dixebite. Kurtasî her du alî jî ne jidilin. Bi guftûgoyên ne jidil ne mimkunê çareseriyek baş derbikevi."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkera kir ku, di pevçûnên nava 24 demjimêrên dawî de 51 endamên DAIŞê hatine kuştin. +Malpera fermî ya Navenda Çapemeniya YPGê, derbarê pevçûnên 24 demjimêrên dawî de daxuyaniyekê weşand. Li gorî daxuyaniyê li bajarên rojavayê Kurdistanê Kobanî, Til Temir, Heseke û Cezayê bi DAIŞê re pevçûn derketine. +Di daxuyaniyê de tê aşkerakirin ku, di pevçûnên dawî de gundek û 5 mezre ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 51 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. +Hate ragihandin ku, di operasyonên rojên 28 – 29ê vê mehê de li Şingalê 5 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. +Di daxuyaniyê de te destnîşankirin ku, YPGê di pevçûnan de gelek cebilxane jî bidest xistiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ragihand, tu pêwîstiyek nîne ku destpêkirina perwerdeya îsal bê paşxistin û hemû dibistan di dema xwe de vebin. +Piştîwan Sadiq Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê bo Rûdawê ragihand, roja 10ê îlonê yekem roja vekirina dibistanên Herêma Kurdistanê ye. +Duhî, Ebdulwahîd Hacî, Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku, di civîna saziya wan de, ser rewşa dawî ya herêmê û perwerdeyê bi awayekî hûr nîqaş kirine û biryara paşxistina vekirina dibisitanên girtine. +Li ser vê jî Wezîrê Perwerde got, ";Hemû dibistan di dema ku hatiye aşkerakirin de dê bên vekirin. Lê dibistanên ku koçber têde de ne ji vê cudatir e."; + +هنەک ناڤچەیێن باشوورێ کوردستان ب خوەدیکرنا گامێش و بەرهەم ئانینا ماستێ گامێشان ناڤ بانکی دەرکرنە، و دەبارا ژیانا هنەک ماڵباتان لسەر بەرهەمێن کامێش ڕادوەستە، و ئەو دبێژن ئەگەر حکومەت پەرەیان وەک پێشینە ژ وانڕە بدە ئەو دکارن پشکا پێویستیا باشوورێ کوردستان ژ ماستێ گامێشان بەرهەم بینە، هەم وەڵاتیین هەردوو گوندێن کانی ماران و قەرەنیاغا باژارکێ ڕانیەیێ کو ب خوەدیکرن و بەرهەم ئانینا گامێشان ب ناڤ ودەنگن دبێژن، دڤەهبەر دگەڵ چەند ساڵێن دەربازبووی هەم وەڵاتیان ب ئاوایەکێ بەرچاڤ ژ خوەدیکرنا گامێشان خوە دوورخستنە. + + +VT-29082014-500 Xezan Le Kempa Domiz-Duhok-BOX +Vt -29082014 -500xezan bo kempa domiz 2- duhok + +Kamîraman..faris mişko +Întro +500 xêzan ji kempa domîz bo kempa(domîz2) hatin veguheztin, ew gazina dikin ko ne av ne jî elktirîk heye bo piraniya van xêzanan, berê nêzîkî 900 xêzanî ji kempa domîzê bo kempa gewêlanê hatibûn veguheztin + +Kesayet + +Penaber +Penaber +¤WA0 4800 4800 +Ferhad etrûşî parêzgarê duhok +¤WA2 4848 4872 + +text +Ev kempa domîz 2 ye..ji bilî neşteciyên wê 500 xêzan ji kempa domîzê bo vê kempê hatin veguheztin .ew xêzan ko du sal bûn li kempa domîzê bûn û rewşa xwe durust kiribûn bi vegeuheztina wan dîsa gazinên wan ye berî du salan çareser bûbûn bûne xwetekê awarte li gor dîtina wan. +++ +Penaberên rojava yê kurdistanê ko ew bo aramiyê berê xwe dabûn başûrê kurdistanê bi her veguheztinê re ew dîsa dikevin rojên wesatnê de +++ +Parêzgarê duhokê dibêje ko durustkirina rewşa penaberan erkeke ser wan lê hejmarên mezin û rêxkxirawên navdewletî yên kêm alîkar bo wan dike ko barê wan giran bibe +++ +Kempa domîzê 54 hezar penaber lê akincî bûbûn û 900 xêzan berê jî hatibûn veguheztin bo kempa gewêlan + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li Mêrdîne prostestoya rêgirtina cotkaran a ji ber qutkirina karebayê piştî çend rojan dawî bû. + +Cotkaran rêya navbera Mêrdîn û Rihayê girtin ragihand ku ji ber ne dikarin zeviyên xwe av bidin gelek derametên wan hişk bûne. + +Hêzen ewlekariyê bi TOMAya êrîş birin ser cotkarên ku rêgirtibû. Di bûyeran de 6 kes birandar bûbûn. + +Şirketên karebayê ji beriya çend heyva ji cotkarên ku bi çandina avî aboriya xwe dikin re 20 hezara heta 100 hezar lirayê (10-50 hezar dolar) Tirkiyeyê cezayê kiribûn. + +Piştî ku cotkaran ceza ne razandin karebayê gunden Dêrika Çiyayê Mazî, Nisêbinê û Qosre hatibû qutkirin. + +Cotkaran doz li Dozgeriya Komara Dêrikê ya Mêrdînê vekirin dozgeriyê jî hemberê qutkirna karebayê biryar da. + +Piştî biryarê cotkaran jî çalakiya xwe dawî kirin. + +Rêya cotkaran girtî bi mekineyên mezin yê kar hat vekirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî derbaskirina demeke dirêj li welatên biyaniyê, hunermend Hikmet Cemîl(Bengîn) vedigere Rojavayê Kurdistanê. + +Cemîl, yekemîn car di jiyana xwe de seredana herêma Kobanî dike û ji kolanên bajarê Kobanî de bangewaziyê li miletê kurd dike ku dev ji xaka Rojavayê Kurdistanê bernedin û koçberî welatên derve nebin. + +Dihok (Rûdaw) – Li gorî agahiyan ku gihîştine Rûdawê, şandeke kurdên êzîdî dê roja 1ê Îlona îsal li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî (NY) bibe û axaftinekê pêşkêş bike. + +Şandeke kurdên êzîdî ji bo vegotina êriş û komkujiyên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û rewşa xwe beşdarî civîna NY ya li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê dibe. Ev derfet cara yekemîn ji kurdên êzîdî re tê dayîn. + +NY bi fermî bang li Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg kiriye ku beşdarî wê civînê bibe lê Mîr Tehsîn Beg ji ber nexweşiyê nikare here lewma li şûna xwe şandek pêk aniye bo civînê. + +Ew şanda êzîdî ya ku beşdarî civîna NY dibe, bi serokatiya Sivo Qewal Silêman e û navên endamên şandê ev in: +1-Dr. Seîd Pîr Murad +2-Hoşeng Birok +3-Dr. Elî Husên +4-Şivan Şêx Elo +5-Bîr Dîma +6-Dr. Narîn Bedî +7-Xanî Akar +8-Dr. Mîrza Dinayî +Tê gotin, axaftina şanda êzîdî dê ji aliyê Dr. Mîrza Dinayî ve were pêşkêşkirin. Gotar dê 3 deqeyan bidome û naveroka wê jî ev e: +1.Lidarxistina lêkolîneke navdewletî li ser komkujiya êzîdiyan û pesendkirin û nasandina bûyer û dosyaya Şingalê li ser asta navdewletî û bicîhanîna berpirsiyariyên qanûnî li hember wê dosyayê. + +2. Hêsankarî ji bo koçberiya êzîdiyan, bi taybet ji bo wan malbatên ku destdirêjî li wan hatiye kirin. +3. Devera Şingalê bibe devereke otonom û ji aliyê civaka navdewletî ve were parastin her wiha çêkirina herêmeke aram li Deşta Nînovayê ji êzîdî, xirîstiyan û şebekan re. +4. Hevkarî ji bo rizgarkirina bilez a wan kesên ku hatine revandin. +5. Dabînkirina pêdiviyên bilez ji bo penaberan û parastina wan. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çend Kurdên xwedî nasnameya swêdî ji bo alîkarîkirina pêşmergeyan li dijî çekdarên DAIŞê vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Rojnameyên Swêdê jî du kesan ji wan wek ";qehreman"; û ";pêşmergeyên swêdî"; bi nav dikin. + +Çûna Swêdiyan ji bo çeperên şer xirecireke mezin di medyaya Swêdê de peyda kir. Lê bi herdu rûyên wê yên baş û xirab. Ew Swêdiyên ku ji bo piştevaniya DAIŞê ji Swêdê bar dikin, dikevin ber nefreta xelkê û medyayê. Lê kesên ku ji bo piştgiriya pêşmergeyan ji Swêdê bar dikin, pesnê wan tê dayîn. + +Li gor amarên dezgeha sîxurî ya Swêdê, ku wek ";Sapo"; tê naskirin, heta niha 80 kesên Swêdî tevlî DAIŞê bûne. Wekî din jî çend kesên Kurd ku welatînameya wan a swêdî heye li dijî DAIŞê şer dikin. + +Raporteke rojnameya Expressen û televizyona fermî ya Swêdê (SVT) behsa çîroka du kesan ji wan Swêdiyan kirin û herdu şervanên swêdî yên bi esil kurd Rizgar Kêsteyî û Rêvîng wek du ";qehremanan"; hatin nasandin. + +Raporta rojnamevanê swêdî Terez Krîstyanson wan wek ";pêşmergeyên swêdî"; dide nasîn û dibêje: ";Ew li kêleka pêşmergeyan rêgir bûn li pêşber hatina çekdarên DAIŞê ji bo nav Kurdistanê."; Rizgar Teha Kêsteyî û Rêvîng Berwarî du Swêdiyên bi eisl Kurd in ku bi cilên kurdî û bi çek li çepera pêşî ya şer bûn. + +Doktorek li pêş e + +Çend doktorên swêdî ku pirraniya wan bi esil Kurd in, grûpek ji bo piştevaniya penaberên Şengalê û Mesîhiyan dirust kirine û bi rêya şandina nameyên telefonî pereyan kom dikin û bi wan pereyan jî li eniyên şer û kampên penaberan, xizmetguzariyên mirovî pêşkêş dikin. Wan heta niha bi sedan hezar Kronên swêdî kom kirine û bi dehan doktor şandine Başûrê Kurdistanê. + +Endama Komeleya Doktorên Kurd li Swêdê Dr. Leyla Emîn demekê li Başûr maye. Ew bi şîroveyên li ser rûpela xwe bala medya û raya giştî ya Swêdê dikişîne û dibêje: ";Em çawa bersiva wan jinên bêhêvî bidin ku direvin û daxwaza alîkariyê dikin? Em çawa li ber dilê wan zarokan bidin ku hingî giriyane çavê wan bûye gola xwînê?"; + +Firotina çekan ji bo Kurdistanê + +Li gor zanyariyên Rûdawê, karbidestên Başûrê Kurdistanê daxwaza çekan ji Swêdê kiribûn, lê heta niha dewleta Swêdê bi fermî bersiv nedaye. Dibe ku ev girêdayî hilbijartinên Swêdê be ku meha bê tên sazkirin. Swêd di nav 10 welatên yekem ên cihanê de ye di firotina çekan de û pirr caran rastî rexneyên tund hatiye ji ber firotina çekan ji welatên rojhilat û Afrîqayê re. + +Çar kesayetiyên naskirî yên Swêdê, ku bi esil Kurd in, di rojnama Svenska Dagbladet ku rojnameeke swêdî ya navdar e, gotareke hevbeş belav kirine û daxwaz dikin ku Swêd çekdan bide Başûrê Kurdistanê. Dilşa Demîrbeg, Soran Îsmaîl, Sekîne Madun û Ozz Nujen çar hunermend û rojnamevan in ku gotara xwe li jêr navê ";Bûyerên Iraqê divê bên yekalîkirin"; belav kirine û dibêjin: ";DAIŞ ne tenê ji bo Kurdistanê metirsîdar e, lê ji bo hemû cihanê xeterek e. Swêd berpirs e û divê di proseya nehiştina metirsiya wê hêza tirsnak de beşdar bibe."; + + + +یهکینهیێن پاراستنا گهل، یەپەگێ، چالاکڤانێن کورد ل باژارێ ئاموودێ تۆمهتبار دکه کو ئالیکاریا گرووپێن توندرهو دکن و بریارا دایه کو وان ژ ههرێما جزیرێ یا ڕۆژاڤایێ کوردستانێ دهرخینن. + +یپگێ مۆلهتهک دایه ههر چار چالاکڤانێن ئاموودێ کو ههتا ئیرۆ سائهت 6 ئێڤاری دڤێ ژ جزیرێ دهرکهڤن، لێ بهلێ یهک ژ وان چالاکڤانێن، تهڤی کو وان تۆمهتان ڕهد دکه، دبێژه، ئهو ژ ڕۆژاڤایێ کوردستانێ دهرناکهڤن. + + +Kamîraman..faris mişko +Întro +500 xêzan ji kempa domîz bo kempa(domîz2) hatin veguheztin, ew gazina dikin ko ne av ne jî elktirîk heye bo piraniya van xêzanan, berê nêzîkî 900 xêzanî ji kempa domîzê bo kempa gewêlanê hatibûn veguheztin + +Kesayet + +Penaber +Penaber +¤WA0 4800 4800 +Ferhad etrûşî parêzgarê duhok +¤WA2 4848 4872 + +text +Ev kempa domîz 2 ye..ji bilî neşteciyên wê 500 xêzan ji kempa domîzê bo vê kempê hatin veguheztin .ew xêzan ko du sal bûn li kempa domîzê bûn û rewşa xwe durust kiribûn bi vegeuheztina wan dîsa gazinên wan ye berî du salan çareser bûbûn bûne xwetekê awarte li gor dîtina wan. +++ +Penaberên rojava yê kurdistanê ko ew bo aramiyê berê xwe dabûn başûrê kurdistanê bi her veguheztinê re ew dîsa dikevin rojên wesatnê de +++ +Parêzgarê duhokê dibêje ko durustkirina rewşa penaberan erkeke ser wan lê hejmarên mezin û rêxkxirawên navdewletî yên kêm alîkar bo wan dike ko barê wan giran bibe +++ +Kempa domîzê 54 hezar penaber lê akincî bûbûn û 900 xêzan berê jî hatibûn veguheztin bo kempa gewêlan + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê devera Eyinzale ya Mûsilê û bîrên petrol yên wê deverê bi temamî kontrol kirin. +Peyamnêrê Rûdawê li devera Eyinzaleyê ragihand, hêzên Pêşmerge tevahiya devera Eyinzale ya Mûsilê kontrol kirin û da zanîn, hemû bîrên petrolê yên wê deverê jî ketin destê Pêşmerge. +Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, hêzên Pêşmerge niha ber bi bajarokê Zûmarê ve diçin. +Devera Eyinzale girêdayî Mûsilê ye. Li gorî texmînan, nefta ku li wê derê heye derdora milyarek bermîl e û şiyana wê heye rojane 20 hezar bermîl neft lê bê derxistin. +Bîrên Eyinzale 80 kîlometran dûrî Mûsilê ne. + +Ormiye (Rûdaw) - Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, Îsa Kelanterî dibêje, çend meh li ser terxankirina bûdceyekê ji bo Gola Ormiyê derbas bûne lê hîn yek tûmen ji wan pereyan negihîştiye desê wan. + +Îsa Kelanterî ji ajansa ÎSNAyê ya îranî re ragihand ku îsal 467 milyar tûmen (derdora 150 milyon dolar) ji bo vejandina Gola Ormiyê hatiye veqetandin lê bi gotina wî, ji ber brukrasiya îdarî heta niha ew bûdce negihîştiye wan. + +Kelanterî herwiha got, desteya wan berî mehekê projeyên ku pêwîst e ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê bên kirin, radestî aliyên peywendîdar kirine. + +Bi gotina Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê, guhertina rewşa niha ya golê bi kêmanî 10 sal jê re divên. + +Gola Ormiyê di van salên dawiyê de bi awayekê metirsîdar zuha bûye. Li gorî pisporan rêjeya xoya golê du caran ji rêjeya normal zêdetir bûye. + +Gola Ormiyê, duyemîn gola şor a cîhanê ye ku ji 102 giravên biçûk û mezin pêk hatiye û rûbera wê 570 hezar donim e. + +هێزێن پێشمهرگهیێن کوردستانێ ئێریشهکه بهرفهرهه ل دژی ناڤهندێن چهکدارێن داعشێ ل زومار و ناڤچەیێن دهردۆرا وێ دهسپتێکرن. ل گۆر زانیاریێن پهیامنێرێ تۆرا مهدیایی یا ڕووداوێ ل ئهنیا شهرێ زومار و عهینزاله، ئیرۆ بیرێن پهترۆلێ یێن عهینزاله و چهند ناڤچهیێن دن ل وێ دهڤهرێ ب تهمامی کهتن بن کۆنترۆلا هێزێن پێشمهرگه. + +د چهند ڕۆژێن بۆری ده ژی، هێزێن پێشمهرگه پێشدهچوونهکه بهرچاڤ ل ئهنیا شهر ل زومارێ کر و بهر ب باژارۆکێ زومارێ ڤه پێشرهویێ دکه. + +Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Fazil Misê li mezreyeke derdore gundê Mella Omer yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê hat kuştin, kuli gor lêkolînên destpêkê hîn kujerên wî nediyarin. Fazilê 23 salî, xelkê herêma Kobanê ye û ev nêzkî sê salan bû li Başûrê Kurdistanê dima. +SB/ Salih Bozan - Mirovê ciwanê kuştî ¤WA0 4840 4904 +Cenazeyê Fazil li pizîşka dadê ya nexewşxaniya Rizgarî ye. Doseya lêkolîna di bûyerê kuştina wî de jî, li navenda asyişa Şawêsê hatiye vekirin. Li pêşiya navendê asayişê û nexweşxaneyê jî, hejmark ji xelkê Kobanî kom bubûn û dibêjin, ew li benda encamên lêkolînê ne. +SB/ Îbrahîm Hemê Misê - Birayê ciwanê kuştî¤WA2 4880 4896 +Bi gotina malaba wî ku xelkê gundê Durkman li rojavayê Kobanî ne, Fazil ji wan leşkerên artêşa Sûriyê bû ku di destpêkê şerê li Sûriyê de, ji artêşê veqetiya û ji bo ku neyê girtin, berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û tevlî wan ciwanên Rojava bû ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî ji bo wan hatibû kirin, lê ev 3 meh bûn ku dest ji wan berdabû û li wê mezreyê kar dikir. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, eger tiştek bi serê pêşmergeyên ku dîl ketine destê wan, were dê DAIŞ û ";hevakarên wê"; berdêlên giran bidin. + +Ev çend roj in hinek wêne tên belavkirin û tên gotin ku wêneyên han wêneyên Pêşmergeyan e yên ku dîl ketine destê DAIŞê. + +Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, hinek pêşmergeyên ku rêya xwe wenda kiribûn ketine destê DAIŞê hinek jî bi birîndarî ketine destê wê rêxistina terorîstî. + +Di daxuyaniyê de gotin ku nêzîkbûnên kirêt bi wan pêşmergeyên qehreman re tê kirin lê ev karên DAIŞê nîşana tirsonekbûna wê rêxistinê û binpêkirina hemû nirxên ayînî û mirovî ye. + +Di beşek din a daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Em ji hamû hêz û aliyekî re dibêjin ku em her cure liv û tevgerên vê koma terorîst û hevkarên wê dişopînin. Ji ber wê jî eger tiştek bi ser wan Pêşmergeyan were DAIŞ û hevdestên wê dê berdêlên giran bidin."; +Hogir û xwendevanên hêja yên Rûdawê! Ev çend roj bû rûpela me ya Facebookê bi hêceta ku me wêneyên gerîlayên PKKê belav kirine, hatibû girtin. Em li bendê bûn piştî ku "ceza"yê me xilas bibe, rûpela me dîsa bê vekirin. + +Tîma Teknîki ya Rûdawê pir hewl da bi rayedarên şîrketa Facebookê re bikevin têkiliyê lê ti bersivek nehat dayîn. Ji ber wê jî me biryara vekirina rûpeleke nû da. Ji ber ku em, bo agahdarkirina berdewam û rijd bin. + +Ev jî lînka rûpela me ye li ser Facebookê ye: + +https://www.facebook.com/kurmancirudaw?ref=hl + +Rûdawê bişopînin, tiştên rast bişopînin; li Kurdîstanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.... + +Mûsil (Rûdaw)- Hat ragihandin ku dema hêzan Pêşmerge ketine nav bajarokê Zûmarê yê Mûsilê pevçûnên dijwar navbera wan û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketiye. + +Peyamnêre Rûdawê diyar kir ku îro hêzen Pêşmerge devera Eyinzale ji deste DAIŞê derxistine û gihiştine nav Zûmarê. Li herême hêj şer didome. + +Berdevkê Medyayê yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hikmet daxuyand ku ji bo ku tevahiya Zûmarê ji destên DAIŞê derbêxin bi çekên giran êriş dikin. +Hêzen Pêşmerge dixwazin piştî Zûmarê, Rebîa ya ku li sînorê Sûriyê ye rizgar bikin û rêya diçe Şingalê kontrol bikin. + +Çekdarên DAIŞê piştî pêşveçûnên hêzen Pêşmerge duh li herême agir berdabûn bîrên petrolê. + +Li gorî pisporan milyarek bermîl rezerveya petrol heye. Ji bîrên herême nêzîkî 20 hezar bermîl tê derxistin. + +Artêşa Iraqê jî Încanê ya ku weke kelha DAIŞê tê dîtin a rojavayê Diyalayê ji bo destê DAIŞê derbixin dest bi operasyonê kiriye. + +Wan (Rûdaw)- Prof. Dr. Kadri Yıldırım li Wanê di panela bi navê ";Aştiya Rojhilata Navîn û Îslam";e de bangi dayikên ku zarokên wan tevlî rêxistana Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûyîn kir û got, ";Werin li Amedê li Qada Şêx Seîd çadiran vegirin, zarokên xwe ji DAIŞê bixwazin."; + +Panela li Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê de Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Doç.Dr. Veysel Ayhan, nivîskar Ayhan Bilgen û Hevşaredara Erdişê Diba Keskin wek gotadêran beşdarbûn. + +Di pan3lê de Kadri Yildirim got, ";Di îslamê de çawa prensîbên aştiyê hene wisa yên şer jî hene. Li gori îslamê eger mirov mecburê şerkirine bibe divê jin û zarokan ji şer dûr bêxin. Lê belê a niha li Rojhilata Navîn DAIŞ jin û zarokan dikujin û bi cesedê wan dilehîze. +Hevşaredara Erdişê Diba Keskin jî diyar kir ku pêşiya DAIŞê di deme wê de ne hat girtin, ji ber vê yekê jî her gava paştire li herêmê îstîfade dike û êrîşan didomîne. +Di panêle beşa pirs û bersivan de mevanan anî zimên ku Ewrûpa li hemberî wan êrîşan bêdeng maye. + + +Amed (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Partî Karkerî Kurdistan(KİP) Omer çetin îro li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. +Serokê DDKDyê şaxa Amedê, Endamê SerokatîyaKomîteya Navendî yê Partîya Demokrata Kurdistan li Tirkiyê(PDK-T) -(Partîya Dr. Şivan),Sekreterê Giştî yê Partî Karkerî Kurdistan(KIPê) (Tradîsyona DDKD ê), DamezrînerêPartîya Girseyî yaDemokratik(DKPê)-(Partiya rehmetî Şerafettin Elçi) Omer Çetin, îro (30.08.2014) saet 19.00 an de jiyana xwe ji dest da. +Endamê Komîteya Rêveberiyê yê Hewldana Partiyeke Kurdistanî Mustafa Ozçelik ji Rûdawê re ragihand ku Omer Çetin îro li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. +Tê zanîn ku Omer Çetin di tevgera Bakurê Kurdistanê ya modernîst de rolek sereke lîstiye. +Omer Çetin bavê 4 zarokan; Farûq, Şîyar, Biyanû Roza bû. +Cenazeyê Omer Çetin sibe li gundê wî Safyayê ya navçeya Bismilê ya li ser bajarê Amedê, dê li axê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji destpêka sala 2014an ve heta niha herî kêm 850 hezar kes ji deverên cuda cuda yên Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku herî zêde li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî (NY) di projeyek hevbeş de hemû aware û koçberên ku Başûrê Kurdistanê ne, hesibandin. + +Li gorî daxuyaniya hikûmeta ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, milyonek û 800 hezar kes di nav Iraqê de aware bûne ku zêdetirî 600 hezar kesî tenê di meha Tebaxa îsal de neçar mane ji ber şer û pevçûnan dest ji mal û warê xwe berdin. + +Li gorî daxuyaniya Herêma Kurdistanê, awareyên iraqî li zêdetirî 1000 deverên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin. + +Bi giştî niha li Herêma Kurdistanê derdora milyonek û 400 hezar awareyên iraqî hene ji ber ku 325 hezar kes jî beriya sala 2014an berê xw dabûn Kurdistanê. + +Li gorî hikûmetê ev jî dibe sedema bargiraniyê li ser gelê û hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Aware û koçberên ku li Başûr dimînin herî zêde li parêzgeha Dihokê ne, ji ber ku nêzîkî nîv mîlyon koçer li wê parêzgehê hene û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin, derman, cih û Parastinê heye. + +Tenê di meha Tebaxê de %89ê koçberan berê xwe dan Dihokê. + +Wezareta Pilandanînê ragihandiye, ev hejmara û amar ne amarên bi temamî rast in ji ber ku ji ber zêdebûna koçber û awareyan serjimêrî rasteqîne çênabe lewma dê di heyama çend mehên bê de bi alîkariya NY serjimêriyek rasteqîne li ser koçberan bikin. + +Wezîrê Pilandanînê Dr. Elî Sindî jî got, ev serjimêrî gava yekemîn e bo dabînkirina pêdiviyên seretayî ji bo wan kesên ku di rewşek xirab de dijîn. Di nav çend hefteyên bê de stratejiya me dê eşkere bibe lê birastî karekî zehmet e. Emê ji niha dest bi çêkirina kampan bikin. + +Alîkarê Organîzatorê Karûbaêrn Mirovî yê NY li Iraqê Kavin Kenedî jî li ser vê yekê got, helbet ev erkek zehmet e lê NY û saziyên sivîl ên navdewletî dê heta dawiyê bi hewara koçberan herin. Heta niha bi hezaran ton alîkarî hatine şandin û bi sedan karmendên NY derbasî Herêma Kurdistanê bûne. + +Kavin Kenedî diyar kir, pêşkêşkirina alîkariyan li Iraqê karekî hêsan nîne ji ber ku rewşa ewlehiyê aloz e lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî bêwêne alîkariya me kir û ji nêzîk ve serperestiya vê yekê kir. Ev rewş mîna koçberiya sala 1991an e ji be wê jî divê hemû aliyek xwe tevlî vê yekê bikin. + +Rêje û hejmara dabeşbûna koçber û awareyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê: +Dihok: 543 hezar û 384-%64 +Hewlêr: 170 hezar û 544-%20 +Silêmanî: 136 hezar û 920-%16 + +Bi destpêka şoreşa Sûriyê û guhertinên ku di rewşa Rojavayê Kurdistanê de derketin holê, piraniya medyaya cîhanî ew bûyer û guhertin roj bi roj dişopandin û li ser nûçeyên wê radiwestiyan, lê li gor gotina hin çavdêrên siyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê, di van demên dawî de, ew giringiya ku medyaya cîhanî dida Sûryê û deverên Kurdî li Rojava, nema wek berê û kêm bûye. +Hin ji çalakvanên ku bûyerên Sûriyê dişopînin, di baweryê de ne ku nakokiyên di navebra aliyên opozîsyona Sûriyê û nebûna hewleke cidî ji bo çareserkirina kirîza ku ev zêdetirî 4 salan li wir berdewam dike, bûye sedema ku êdî ragihandin û medyaya cîhanî ewqasî girîngiyeke mezin nede bûyerêrên li wî welatî. +Bi gotina hin ciwanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, pêwîste siyasetmedarên Kurdên Rojava bikaribin li gor wan guhertinên ku li seranserê cîhanê çêdibin, ew jî gavên xwe yên siyasî û aborî pêşde bidin û dezgehên ragihandinê yên xwe, bixin xizmeta doza Kurdî, heta ku medyaya cîhanî jî girngiyeke mezin bide wan. +Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê û heta niha de, nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan di vê sala dawî de gelekî zêde bûye, dibe ku ev yek jî yek ji encamên girngî nedana medyaya cîhanî bi bûyer û şerê li wî welatî be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê spasiya Endamê Desteya Serokatiya KCKê Murad Karayilan kir ji ber ku gotibû, bila Hevserokê KCKê Cemîl Bayik lêborînê ji hêzên Pêşmerge bixwaze. + +Çend roj berê Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînên xwe de digel hinek rojname û saziyên ragihandina biyanî û tirkî bi tundî êrişî hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kiribû û gotibû, pêşmerge nikarin şer bikin bila Amerîka û Ewropa çekan nedin wan bila bidin PKKê çimkî pêşmerge ";tenê di hizra pere, vîlla û otomobîlan de ne";. + +Li hember van gotinan û li gorî malpera fermî ya PDKê, endamê Desteya Serokatiya KCKê Murad Karayilan ji Cemîl Bayik xwestibû, lêborînê ji hêzên Pêşmerge bixwaze. + +Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgord Hikmet jî di daxuyaniyeke nivîskî de spasiya Karayilan kir û wiha got: ";Em ji ber wê yekê spasiya birêz Murad Karayilan û hemû hevalên wî yên ku hurmeta Pêşmere û Herêma Kurdistanê digirin, spas dikin. Ev helwesta wî di vê dema zor de watedar e."; + +Helgord Hikmet li ser gotinên Cemîl Bayik jî ragihand, tohmet û gotinên Cemîl Bayik li dijî hêzên Pêşmerge yên ku dûrî malbatên xwe û di mercên zehmet de şer dikin û canê xwe didin, niheqî ye. + +Li gorî Hikmet, gotinên Bayik de demekî de tên ziman ku stêrka Pêşmerge ji hemû demekî zêdetir geş e. + + +لسەرتاسەری روژ ھەلاتا ناڤەراست باشورێ کوردستانێ زێدەتر ژ ھەر وەلاتەکێ دیتر پەنابەر حەواندینە و بخوەژی دبارودوغەکێ ئابوریێ لاواز وبێ بودجە وبێ موچە دایە، خەلک دڤی دەمیدا ژ پەرلەمانتارێن کورد یێن جڤاتا نوینەرێن عیراقێ دخوازیت زێدەتر رولێ خوە بگێرن........ +١.. محمەد یاسین: ھاونیشتیمانی +ئەندامەکێ کوردێن ئیزدی یێ خولا بەرێ د پەرلەمانێ عیراقێ، رولێ ھەرئێک ژ سەروک کومارێ عیراقێ و سەروکێ پەرلەمانی و دگەل نوینەرێن کوردا ل ھەمبەری قەزیا کوردێن ئیزدی بێ ھەلویست دھەژمێریت ................... +٢.. مەحما خەلیل: ئەندامێ پەرلەمانی پێشوی عیراق +ئەندامەکا کورد یاکو دوو خولە نوینەراتیا خەلکێ پارێزگەھا دھۆکێ دکەت لپەرلەمانێ عیراقێ، وچورسالێن بوریدا دگەل حەیدەر عەباد کارکریە دلژنەیادارایدا ژ نوکە خوە بیھەلویست نابین.. +٣.. نەجیبا نەجیب: ئەنداما پەرلەمانێ عیراقێ +ھەر ژکەیسێن نەجیبەجێکرنا مادێ ١٤٠ و کارنەکرن بیاسایا نەفت و گازا ھەتا دووماھی برینا قۆتێ خەلکی، ھەمی ژ بەرچاڤێن نوینەرێن کوردا نەدھاتنەپەسەندکرن، لێ پشتی ١٠ حوزەیرانا ٢٠١٤ رەش لعیراقێ بو روەشەکادی، چوارسالێن داھاتدا بارێ نوینەرێن کورد لبەغدا گرانترە ژ نوینەرێن خولێن دەربازبوی. + +Amûdê (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdar ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye, bi hêceta ku ";alîkariya DAIŞê kirine"; fermana derxistina 4 malbatên kurd ji bajarê Amûdê da. Ew malbat jî dibêjin, tohmetên YPGê derew in û em ji bajêr dernakevin. + +Hêzên YPGê roja 26ê Tebaxa îsal li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê avêtin ser mala welatiyê bi navê Memdûh Tixûbî û sê malên din û ew bi alîkarîkirina çekdarên DAIŞê tohmetbar kirin. + +Di wê operasyonên de çekên wan malan ketin destê YPGê û ji wan hat xwestin, divê yan soz bidin ku cardin têkiliyê bi DAIŞê re nekin yan jî divê Rojava biterikînin… + +Yek ji wan welatiyan ji Rûdawê re got, tohmetên YPGê derew in ji ber ku li ser rêbaza Barzanî ne û hevalbendê PDKê ne û ti carî ji Rojava dernakevin… + +Mohleta wan malbatan duh (30ê Tebaxê) qediya… + +Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û guhertinên ku di rewşa Rojavayê Kurdistanê de derketin holê, pirraniya medyaya cîhanî ew bûyer û guhertin roj bi roj dişopandin lê li gor gotina hin çavdêrên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, di van demên dawî de, ew giringiya ku medyaya cîhanî dida Sûryê û deverên kurdî li Rojava, nema wek berê ye û kêm bûye… +Hin ji çalakvanên ku bûyerên Sûriyê dişopînin, di wê baweryê de ne ku nakokiyên di navebra aliyên opozîsyona Sûriyê û nebûna hewleke cidî ji bo çareserkirina kirîza ku ev zêdetirî 4 salan e li wir berdewam dike, bûye sedema wê yekê ku êdî ragihandin û medyaya cîhanî ewqasî girîngiyeke mezin nede bûyerêrên li wî welatî. +Bi gotina hin ciwanên Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e siyasetmedarên kurd ên Rojava bikaribin li gor wan guhertinên ku li seranserê cîhanê çêdibin, ew jî gavên xwe yên siyasî û aborî pêşde bidin û dezgehên ragihandinê yên xwe bixin xizmeta doza kurdî, heta ku medyaya cîhanî jî girngiyeke mezin bide wan. +Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê û heta niha de, nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan di vê sala dawî de gellekî zêde bûye, dibe ku ev yek jî yek ji encamên girngînedana medyaya cîhanî bi bûyer û şerê li wî welatî be. + + +پشتی ئێریشێن گرووپا دەولەتا ئیسلامی داعشێ بۆ سەر هند ناڤچەیێن باشوورێ کوردستانێ، د رۆژا ١٠ێ تەباخێ دە مۆگێرینی، وەزیرا دەرڤە یا ئیتالیا یەکەمین سەرکردەیا ئەورۆپی بوو، کو بەری لۆران فابیوس وەزیرێ دەرڤە یێ فرانسا، د هەڤپەیڤینەکێ دە ئەشکەرا کر کو وێ نامەیەک ژ کاترین ئەشتۆن بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ رە شاندیە و تێدە پێشیارا جڤینەکە ب لەز یا یەکیتیا ئەورۆپایێ کریە کو ل سەر رەوشا ئیراقێ و باشوورێ کوردستانێ گۆتوبێژێن بلەز بێن کرن. +مۆگێرینی هەروەها داخواز کربوو کو وەزیرێن دەرڤە یێن یەکیتیا ئەورۆپایێ د دەربارێ ئالیکاریێن لەشکەری دە بۆ هێزێن پێشمەرگەیێن کوردستانێ گۆتوبێژان بکن. +ڤێ ژنا کو یەکەمین هەولەست ل هەمبەر ئێریشێن داعشێ بۆ سەر باشوورێ کوردتسانێ گرت، نها ل جهێ کاترین ئەشتۆن بوو بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ کو شیانێن بڕیاردانێ هەنە. +د هەڤپەیڤینا کو موگێرینی بەحسا ئێریشێن داعشێ بۆ سەر باشوورێ کوردستانێ کربوو دە، تێکەز کربوو کو ئیتالیا ئامادەیە ئالیکاریا لەشکەری پێشکێشی کوردان بکە. د ڤێ دەمێ ڤە مۆگێرینی وەکە کەسەکە نێزیکی کورد دەردکەڤە. +وەرگرتنا بەرپرساتیا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ ژ ئالیێ وێ ڤە، دبە کو هێڤیەکە زێدە بدە کوردان کو پشتیوانێن کوردان د ناڤا یەکیتیا ئەوروپا دە زێدەتر ببە، ژ بەر کو وێ هەول ددا کو ئالیکاری تەنێ ژ ئالیێن وەلاتێن ئەندام د یەکیتیێ دە هەر یەکێ ژ ئالیێ خوە ڤە نەبە، بەلکی دخواست ببە بڕیارەکە هەموو یەکیتیا ئەورۆپایێ. +تەڤی هەموو رەخنەیێن ل سەر مۆگێرینی کو تێ گۆتن ئەزموونا وێ کێمە، لێ وێ باوەری ب خوە هەیە کو ل هەمبەر هەموو هەڤرکی و ئەرکێن خوە دەرکەڤە. +EU LEADERS 20140830I +ساوندبایت ( فێدریکا مۆگێرینی... بەرپرسی نوێی کاروباری دەرەوەی یەکێتی ئەوروپا): +" ئەز دخوازم سپاسیا هەموو کەسان بکم ب تایبەتی سەرۆکێ حکومەتا ئیتالیا کو ئەو باوەری دا من کو ببم نامزەدێ ڤێ پۆستێ، ئەز دزانم هەڤرکی گەلەکی مەزنن ب تایبەتی کو نها ئەو قاسا زێدە یا کریزان هەیە" +حەتا بەری دەسپێکرنا مەترسیێن داعشێ ژی، مۆگێرینی پشتیوانێ بەرفرەهبوونا پێوەندیێن وەلاتێ خوە ب باشوورێ کوردستانێ رە بوو، د دەما سەردانا مەسعود بارزانی سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ د داویا مەها گولانا دەرباسبوویی دە ژی، مۆگێرینی ئاماژە ب ڤێ یەکێ کر کو ئەو ژ پێوەندیێن ئابووری و سیاسی ب حکومەتا هەرێما کوردستانێ دە دلخوەشە و گوت ئیتالیا هەولا بەرفرەهکرنا پێوەندیێن ب کوردان رە ددە. +لێ ئەورۆپیان رەخنەیێن ڤێ یەکێ ل مۆگێرینی هەنە کو ئەزموونەکە باش د سیاسەتا ناڤدەولەتی دە نینە. هەیا داویا رۆژێن بڕیاردانێ ژی پڕانیا سەرکردەیێن ئەوروپا د ڤێ باوەریێ دە بوون کو مۆگێرینی نکارە وێ پۆستێ برێڤە ببە، ب تایبەتی کو دگۆتن د رەفتارێن ب رووسیێ رە ب سەدەما پرسگرێکێن ئۆکراینێ هەیا نها گەلەک نەرم بوویە و وان تو هەلوەستەکە خویا یا ئیتالیا د رێیا وەزارەتا دەرڤە یا ئیتالیا ڤە ل هەمبەر رووسیێ هەستپێ نەکرنە، ژ بلی ڤێ یەکێ ژی مۆگێرینی تەنێ دەما ٦ مەهانە کو وەزیرا دەرڤە یا ئیتالیا یە، هەیا رۆژنامەیێن لۆمۆندا فرانسی دەربارێ وێ دە نڤیساندبوو، دەما دەست بکاربوونا مۆگێرینی وەکە بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپا وێ رۆژەکە دلتەنگ بۆ ئەورۆپا بە، ژ بەرکو تەنێ شەش مەه ئەزموونا کارێ سیاسەتا دەرڤە هەیە، لێ شرۆڤەکارێن سیاسی یێن ئیتالی بەرەڤانی ل مۆگێرینی کرن و گۆتن، رەخنەیێن ژ مۆگێرینی تێن گرتن بێ بنگەهن، ژ بەرکو ئەو کەسەکە وەکە ئەنگێلا مێرکلا شێورمەندا بلندا ئالمانیایێ یە کو هەتا نها ژی پێوەندیێن خوە ب رووسیێ بەردەوام دکە و کەس ژی رەخنەیان لێ ناگرە، ئاڤا د دەمەکێ دەیە کو مۆگێرینی تو پێوەندیەکە ب ڤی ئاوایی لگەل رووسیێ نەبوویە. + +قەزا شێخان یەک ژ وان قەزایێن باشوورێ کوردستانێ یە کو پرانیا خەلکێ وێ، کوردێ ئێزدی نە. ل وێ قەزایێ، وەک ھەڤوەلاتی دبێژن، رەوش گەلەک ئارامە و دووری شەر و پەڤچوونانە. لێ تەڤی ڤێ یەکێ، ھەژمارەک ژ مالباتێن شێخان مالێن خوە ب جی ھشتنە و بەر ب ناڤچەیێن دن ل پارێزگەھا دھۆکێ کۆچبەر بوونە. +ھەتا ڤێ گاڤێ ژی دەوام ل سازیێن ھکوومەتێ ل شێخانێ نۆرمال و ئاسایییە و نەھاتیە راوەستاندن. ئالیێن پەیوەندیدار و خەلکێ کو ژ شێخانێ کۆچ نەکرنە، ژ وان مالباتان دخوازن کو ڤەگەرن سەر ملک و مالێن خوە. +پەیامنێرێ مە ئەیووب نسری ل ناڤەندا قەزا شێخانێ، راپۆرتەک ئامادە کریە و رەوشا قەزایێ و خەلکێ وێ ژ نێزیکی ڤە شۆپاندیە. + + +پەنابەرێن ئێزدی یێن کو ژ بەر گەف و ئێرشا چەکداران رەڤیانە و کۆچبەری باژارێن دن یێن باشوورێ کورستانێ بوونە، پێویستییا وان ب ئالیکاری و پەرەیان هەیە. +وەزارەتا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ ژی، بریار دابوو ژ بۆ هەر مالباتەکە کۆچبەر، ملیۆنەک دینارێ ئیراقی خەرج بکە، لێ ئەو ئالیکارییا دارایی هەتا نها نەگەهشتییە دەستێ کۆچبەران. کۆچبەرێن شنگالێ ژی دبێژن، کۆمیتەیێن کو سەرپەرشتیاریا ئالیکاریان دکن، کارێن وان سست برێڤەدچە. +ھەر تاکە کەسەکێ نوکە لناڤا روژانێن خوەێن ئاوارەیێدا دژیت پێویستی ب دراڤی ھەیە، ژبو وێچەندێ کو دزیترێن دەمدا پەنابەرێن شەنگالێ ھاتی ژ وەرگرتنا ملیون دینارێن وەزارەتا کوچ و کوچبەرێن عیراقێ سودمەندبن، چەندین لژنە ھاتنە پێکئینا لێ وەکو پەنابەر دەنە دیارکرن کو کارێ وان لژنەیا ب گیروبون بریڤە دچیت... +١.حسێن سلێمان: پەنابەر +ئەڤێ ژنێ ژ ملیونةکێ بتنێ ٥٠٠ ھزار وەرگرتنە............... +٢.سەلوا نەبی: پەنابەر +رێڤەبەرێ کوچ کوچبەرێن دھۆکێ ژی دبێژیت خێزانا ئێکەسی دێ بتنێ ٥٠٠ ھزاردینا روەرگریت.... +٣.یەعقوب یوسف: رێڤەبەرێ کوچ و کوچبەرێن دھۆکێ +زێدەر ژ ٧٦٠ ھزار پەنابەر ل سنورێ پارێزگەھا دھۆکێ دئاکنجینە ئەو چاڤەرێ دکەن کو ل بەریکێن خوەدا پارا ببینن چونکی ھندەک پێداویسین ھەنە بدابەشکرنا ھاریکاریان رێکخراو خەلکیڤە بدەست ناکەڤن. + +Dêrik (Rûdaw) – Zarokê êzîdî yê bi navê Ezîz ku li çola Şingalê hatibû avêtin û ji ber germa û birçîbûnê tenduristiya wî bi tevahî têk çûbû, xatirê xwe ji jiyanê xwest…. + +Li devera Şingalê, dema çekdarên DAIŞê êriş kirin birastî jî ";dê weledê xwe avêt";. Dê û bavê Ezîzê biçûk jî nekarîbin wî rizgar bikin û li ser rê avêtibûn. + +Lê hinekan Ezîz dîtibûn û derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Ezîz çend roj bû li bajarê Dêrikê dihat demankirin lê di şerê jiyanê de derda… + +Dê û bavê wî pê re gihîştin lê êdî Ezîz di xeweke kûr de bû… + + +Duhok (Rûdaw) – Nûnerê Mîrê Êzîdiyan û Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan aşkera kir ku, ji bilî pêşmerge tu hêzeke dîtir parastina perestgeha Laleşê nake. +Meclîsa Rûhaniya Êzîdiyan ragihand, bê pêşmerge niha tu hêzeke dîtir Laleşê naparêze divê xelqê dorûberên Şêxanê vegerin gund û malên xwe. + +Nûner û kesayetên êzîdiyan, ji ber alîkarî û yarmetiyên bo koçberên ji gelê başûrê Kurdistanê re , spas kir. + +Kerkûk (Rûdaw) – Waliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) yê navçeya Silêman Begê hate kuştin û 36 çekdarên wan jî hatine girtin. +Peyamnêrê Rûdawê ji Kerkûkê ragihand ku, Ebû Teyibe Waliyê DAIŞê li navçeya Silêman Beg a ser Xûrmatû hatiye kuştin. +Hate ragihandin li heman deverê, hêzên Pêşmerge 36 çekdarên DAIŞê jî dîl girtine. +Agahiyên zêdetir tên… + +Kerkûk (Rudaw) – Li Kerkûkê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna karwanekê otomobîl a hêzên ewlehî de hate teqandin. Hate ragihandin tu kuştî yan jî birîndar nîne. +Serhed Qadir, Birêveberê Ewlehî yê Parêzgeha Kerkûkê ji Rûdawê re got, li taxa 1ê hezîranê vê êvarê, di dema derbasbûna karwanekê erebeyên serbazî de bombeya ku berê hatibû bicihkirin hatiye teqandin. Qadir got, piştre jî karwan ji hêla hin çekdaran ve hatiye gulebarankirin. +Serhed Qadir got, di karwanê de ew (Serhed Qadir) û Helkewt Ebdulla Birêveberê Asayîşê YNKê yê li Kerkûkê hebûn û di encam de tu ziyanek ne gihîştiye kesî û kuştî û birîndar nînin. +Her wiha Serhed Qadir got, hêzên wan bi tundî bersiv dane çekdaran û di operasyon piştî bûyerê de 7 gumanbar girtine binçavan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di lêkolîneke aborî de, rewşa jiyana xelkê Sûriyê ya bin nîrên kirîza 4 salan e ku vî welatê dihejîne asta êş, azar û zehmetiyên ku malbatên Sûriyê rastî wan tên aşkere û diyar dibin. + +Li gor lêkolîna ku aborînasekî Sûrî amade kiriye, pêwîstiya malbata Sûrî herî kêm mehane bi 80 hezar lîreyên Sûrî heye ku bikaribin debara rojane bikin. Lê mûçe li Sûriyê ne zêdetirî 13 hezar lîreyên Sûrî ye, ango tenê derdora 15% ji pêwîstiya malbatê ye. + +Li gor amarên hûr û pîverên navdewletî yên ku pisporê aborî hesab kirine, pêwîstiya malbateke ji 5 kesan pêk tê, mehane bi 45 hezar û 555 lîre ji bo xwarin û vexwarinê, 25 hezar lîre ji bo niştecîbûnê, 4 hezar û 500 lîre ji bo gihandin û veguhestinê, hezar lîre ji bo tenduristiyê, hezar û 250 lîre ji bo xwendinê, hezar lîre ji bo cil û bergan, hezar û 500 lîre ji bo av û elektirîkê û 195 lîre ji bo hûremûran. Ango bi tevahî 80 hezar lîreyên sûrî heye. + +Lêkolîna aborî pala xwe dide amarên nivîsgeha Navendî ya Amarê ku sala 2009an derbarê lêçûna mehane ya malbata sûrî de derçûbû û texmîn kiribû ku divê rêjeya navendî ya pêwîstiya malbateke sûrî 30 hezar û 900 lîreyên sûrî bin. Li gor amarên heman nivîsgehê, rêjeya navendî ya perçivîna aborî, ango tedexuma aborî ji beriya kirîza Sûriyê sala 2010an û heta dawiya sala 2013an gihaştiye 173%. + +Li gor van amarên perçivîna aborî ango tedexumê, malbata sûrî ya ku sala 2009an mehane 30 hezar û 900 lîreyên sûrî xerc dikir niha pêwîstiya wê bi 84 hezar û 400 lîreyên sûrî heye heta ku tevahiya pêwîstiyên xwe yên jiyanê dabîn bike. + +Aborînasê sûrî dibêje ku li gor danasîna navdewletî ku hikûmeta Sûriyê jî qebûl kiriye derbarê hejariya malbatê di sala 2009an de, eger dahata malbatê kêmtirî rêjeya herî kêm a dabînkirina xwarin, vexwarin û xizmetên sereke yên jiyana rojane mîna gihandin, tendirustî, xwendin û cil û berg be ew malbat hejar tê hesabkirin û li gor van pîveran heta ku dahatê malbata sûrî 25 hezar lîre be jî, rêjeyeke mezin ji xelkê Sûriyê di jêr xêza hejariyê de dijîn. + +Di dawiya lêkolîna xwe de, pisporê aborî dibêje ku ji hikûmeta nû ya Sûriyê tê xwestin ku vê cudahiya di navbera mûçe û lêçûna pêdawîstiyên jiyanê de kêm bike û bi rastî astê mûçeyan bilind bike û rêjeya geşepêdana aborî jî zêde bike. +Hewlêr (Rûdaw)- Hate ragihandin, jinên êzîdî ku DAIŞê li Şingalê revandibûn, li Sûriyê tên firotin. Her jinek bi hezar dolarê tê firotin. + +Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê. Jinên êzîdî ku DAIŞê ji Şingalê piştî êrişekê hovanê revandibûn, li Sûriyeyê difiroşe endamên xwe. +Rêxsitna mafên mirovan dibêje, gelek xêrxwazên ereb û kurd hewl didin ku wan jinan bi pereyan ji dest DAIŞ derxînin ku bazar bi wan neyê kirin. + +Ji ber ku DAIŞ wan jinan tenê difiroşe çekdarên xwe, hewldana wan xêrxwazan vala derket û nikaribûn, heta niha wan ji destê DAIŞ rizgar bikin. +Celawla (Rûdaw)- Di şerê vê sibê li Celawlaya bajaroka Xaneqînê derketî de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin. +Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê vê sibê saet 4.00an li Celawlayê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket. +Di şerî de gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. +Hêzên Pêşmerge ragihandin ku di destê wan de gelek cesedên çekdarên DAIŞê hene û heta niha tenê 1 pêşmerge birîndar bûye. +DAIŞê, di meha Hezîranê de êrîşî Celawlayê kiribû. Di şer û pevçûnan de 5 pêşmerge şehîd bûbûn, gelek çekdarên DAIŞê jî hatibûn kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)-Berpirsiyarê beşê Tirkî yê Rûdawê ragihand ku, beşa tirkî ya portala Rûdawê, dê bibe çavkaniya zanyariyan ji bo kesên ku bi tirkî dixwînin. +Tora medyayî ya Rûdawê, weke gaveke din, ji bo berferehkirina karê xwe yê medyayî, di malpera Rûdawê, dest bi weşana bi zimanê tirkî kir. +Sernivîserê beşa tirkî ya portala Rûdawê Mehmet Oguz, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, berî destpêkirina beşa tirkî jî, di çend salên derbasbûyî de, çavkaniyeke zanyariyan bû ji bo medyaya tirkî û ji bo ew kesên ku bi tirkî dixwînin. +Oguz her wiha got, ji niha û pê ve dê bêhtir li pêş be û dê bêhtir bibe çavkaniya nûçeyan ji bo medyayê li tirkiye û ew xwendevanên ku bi tirkî dixwînin. +Mehmet Oguz her wiha got, malpera Rûdawa Tirkî, li ser Facebook û Twitterê jî dest pê kiriye, tenê duhî 151 hezar kesî serdana wan kiriye. +Birêveberê dîjîtal portala Rûdawê Hêmin Lehonî jî ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, zimanê tirkî zimanekî girîng e li nevçeyê û ev jî ji bo me gaveke girîng e. +Lehonî got, ji niha ve ez destxweşiya hevkarên xwe diyên beşa tirkî de dikim, em mizgîniyê didin xwendevan û temaşevanên xwe di demeke nêzîk de, beşa erebî ya portala Rûdawê jî dê dest bi weşana xwe bike. + +Amed (Rûdaw) - Partiya Doza Azad, bi navekî din HUDA-PAR, êrişên DAIŞê yên li ser kurdan û Şingalê bi tundî şermezar kir. Gelê Amedê jî vê helwesta HUDA-PARê jidil nabînin. + +Êrişên DAIŞê yêN li hemberî başûrê Kurdistanê li ser rojeva Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin kir. + +HUDA-PARê diyar kir ku êrişên DAIŞê yên li hemberî pêşmergeyan nayê qebûlkirin û wiha ragihand: ";DAIŞ ji xeynî xwe tI fikrî qebûl nake û her kesî ";tekfîr"; dike. Bi awayeke zordest êrIşî fikr û baweriyên cuda dike û ev yek jî ne di çarçoveya referansên îslamî de ye."; + +Cigîrê Serokê HUDA-PAR'ê Husên Yilmaz ji Rûdawê re got: ''Fiîliyata DAiŞê ne li gorî efala îslamî ne. Yanî, kuştina zorok û jinan, revandina mirovan ne li gorî kirîterên îslamî ne. Di heman demê de jî êrişkirina fikr û baweriyên cuda jî şaş e û em vê yekê şermezar dikin.'' + +Her çiqas HUDA-PAR DAIŞê şermezar bike û nerazîbûna xwe nîşan bide jî xelkê Amedê daxuyaniya HUDA-PARê jidil nabînin. + +Hûda-Par dide zanîn ku çi misilman çi nemisilman kuştina kesên sivîl û bêgUneh li dijî çanda îslamê ye... + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anî. + +Piştî hevdîtinê, Barzanî û Fabius civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka civînê daxuyanî dan. + +Barzanî spasiya hikûmeta Fransayê û wezîrê derve yê wî welatî Loran Fabius kir piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re nîşan daye. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser şerê li dijî DAIŞê jî got, em li dijî rêxistineke terorîstî şer nakin belkî em li dijî dewleteke terorîstî şer dikin ku çekên wê gellekî ji çekên Pêşmerge baştir û pêşketîtir in. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku ew ji welatên dost naxwazin serbazên xwe bişînin şerê DAIŞê lê dixwazin çekên pêwîst bidin hêzên Pêşmerge da ku bikarin wan terorîstan ji nav bibin. + +Barzanî li ser çanda pêkevjiyan û aştî û azadiya di navbera gelên kurd, mesîhî, tirkmen û êzîdî yên li Kurdistanê têkez kir û wiha got: ";Em hemû gelê Kurdistanê, kurd-mesîhî-tirkmen-êzîdî, dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin."; + +Mesûd Barzanî diyar kir ku ew rê nadin terorîst dostaniya kurd û ereb xirab bikin. + +Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius jî piştgiriya hikûmeta Parîsê bo gelê Kurdistan û Iraqê nîşan da û ragihand, alîkariyên Fransa bo kesên ku ji mal û warên xwe reviyane dê bidome û da zanîn, di nav 24 saetên borî de Fransa 18 ton alîkariyên mirovî gihandiye kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane. + +Fabius ji welatên Ewropayê xwest, korîdereke asimanî ji bona gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî û awareyên iraqî vekin. + +Wezîrê Derve yê Fransayê her wiha ragihand ku divê li Iraqê hikûmeteke niştimanî were avakirin û got, piştgiriya gelê kurd dozeke rewa ye. + +Washington (Rûdaw) - Li Amerîkayê bi sedan kurd ji bo piştgiriya kurdên êzîdî û protestokirina êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û êzîdiyan xwepêşandan kirin. + +Li paytexta Amerîka, Washingtonê û li ber avahiya Koşpa Spî bi sedan kurd kom bûn û li dijî êrşên DAIŞê li hember kurdên êzîdî û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. + +Xwepêşanderan ji hikûmeta Amerîkayê xwestin, bi hewara kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane here û hewlên mezin bide ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê... + +Piştî 24 salan careke din kurdên êzdî rûbirûyê cînosayd, azar û koçberiyê bûn. Piştî ku çekdarên daişê dest bi êrîşa ser şingal û derdora wê kirin û bi hezaran kes ji kurdên êzdî koçberî bajarên kurdistanê bûn û derketin serê çiyayê şingalê û heftiyekê li serê wî çiyayî bê nan û av man, gelekan jiyana xwe ji dest dan. Ewê ku nikarîbûn bajar bi cî bihêlin û derkevin, ji aliyê wan çekdarên tundrew ve bi hovîtî hatin kuştin û destdirêjiya cinsî li beramber keç û jinan hate kirin. Di vê fîçerê de emê rewşê baştir bibînin. + +Celewla (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê li diî çekdarên DAIŞê bi tundî şer dikin. + +Tîma Rûdawê li eniya herî pêş a şerê li bajarokê Celewlayê yê parêzgeha Diyale şerê di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de şopand… + +Mexmûr (Rûdaw) – Barokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + +Di dîmenên vîdoyî yên bi zindî ji Rûdawê hatin pexşkirin de tê dîtin ku hêzên Pêşmerge avahiya Qaymeqamiya Mexmûrê jî kontrol kirine… + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li enişya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn çekdarên DAIŞê ji nav Mexmûrê derbixin û wê deverê bi tevahî kontrol bikin. + +Sîrwan Barzanî her wiha got, me li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞê dîl girtine û bi dehan çekdar jî hatine kuştin. + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê Necat Elî jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge derbasî nav Mexmûrê bûne û çekdarên DAIŞê ji tirsa direvin. + +Hêzên Pêşmerge îro danê sibê bi piştevaniya êrişên asimanî karîn eniya Guwêr-Mexmûrê kontrol bikin û piştî nîro jî derbasî nav bajarokê Mexmûrê bûn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê şervanên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê parastina malbatên êzîdî dikirin, Qasim Simêl ragihand ku ew bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Şingalê mane û got, emê di demek kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin. + +Fermandeyê şervanên êzîdî yên parastina çiyayê Şingalê dikirin, Qasim Simêl li bajarê Dihokê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û li ser rewşa dawî ya devera Şingalê agahiyên girîng da. + +Qasim Simêl ku xwe wek ";Pêşmergeyê Mesûd Barzanî"; bi nav kir got, xelkê devera Şingalê gellek alîkariya wan kirin û mil bi milê wan li dijî DAIŞê şer kirin. + +Qasim Simîl her wiha eşkere kir ku dê di demeke kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin… +Amed (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, li ser hilbijartinan got, ew peyama xwe ku me dixwest bidin gihîşt her derê Tirkiyeyê. + +Selahedîn Demîrtaş, piştî ku sindoqên dengan ên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê hatin vekirin li Amedê daxuyaniyeke rojnamevaniyê da. + +Demîrtaş diyar kir ku hêvîdar e encamên hilbijartinan bibin sedema pêşxistina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê û got, em wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwazin paşerojeke ronahî li Tirkiyeyê ava bikin. + +Selahedîn Demîrtaş anî ziman ku wî kariye pîvan û armancên HDPê li her derê Tirkiyeyê û wiha got: ";Ew peyama ku me dixwest bidin gihîşt her derê Tirkiyeyê. Ji ber wê jî kampanyayê me ya hilbijartinên serokomariyê di asteke girîng de serkeftî bû."; + +Li gorî Demîrtaş, HDPê heta niha hewl daye xwe li her derê Tirkiyeyê organîze bike û ev bi hilbijartinên serokomariyê re gihîşt qonaxeke nû. + +Selahedîn Demîrtaş ku li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan %9.7 dengan bides aniye, got ku piştgiriya ku wî li bajarên Îzmîr, Edîrne, Antalya, Gumuşhane, Konya, Edene û Mêrsînê dîtiye ";hêvîbexş"; bûye ji ber ku kariye asteng û kospên pêşiya xwe bişkêne. + +Demîrtaş wiha anî ziman: ";Me li dijî sîtemeke faşîst, otorîter û serdest a 90 salane têkoşîn kir. Me nîşan da ku eger me bixebitin em dikarin biser kevin."; + +Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan, Demîrtaş li pirraniya bajarên Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de ye û di nav gel de wek ";Serokomarê Bakurê Kurdistanê"; tê binavkirin. +پشتی زێدهتری ۸ ڕۆژان، کۆچبهرێن ل سهر چیایێ شنگالێ د ڕێیا وێ ڕێکا کو ژ ئالیێ هێزێن پێشمهرگه ڤه هاتبوو کۆنترۆلکرن، داکهتن خوارێ. +هنهک ژ وان کۆچبهران، ڤهگهرا خوه وهک ڕزگاریا ژ تاریتی و ترسا دائیشێ و دیتنا ڕۆژ و سۆزا کوردستانێ ب ناڤ دکن، هنهک ژی دلخوهشیا ڕزگاربوونا ژ بن ترسا دائیشێ و وهستیابوون و برچیبوونا ل سهر چیا و مرنا کهسێن ل بهر دلێ وان ئازیز و شێرین، کێم دبینن و دبێژن تشتێ ل شنگالێ قهومیه، ههلهبجهیا دویهم بوو. +پشتی کو تۆرا مهدیایی یا ڕووداوێ بۆ یهکهم جار، هنهک دیمهنێن کۆچبهرێن ل سهر چیایێ شنگالێ ژ ڕایا گشتی یا کوردستان و جیهانێ ڕه وهشاندن، ئهو بوو یهکهمین مهدیایا کوردی و جیهانی کو خوه دگهینه سنوونێ و دیمهنا داکهتنا زێدهتری ۳ ههزار کۆچبهرێن کوردێن ئێزدی ژ چیا و دهرباسبوونا وان بۆ ڕۆژاڤایێ کوردستانێ و ڤهگهرا وان ژ بۆ باشوورێ کوردستانێ دوهشینه. +ئهڤ دیمهنێن کو ئهمێ نها ببینن، جارا یهکهمه د ئهکرانێن تهلهڤزیۆنان ده تێن وهشاندن. کا ئهم ل ڕێیا ڤهگهرا ژ مرنێ یا وان کۆچبهران ب ههڤرە بنەرن +VT + + + +Şirnex (Rûdaw)- Li navçeya Silopî ya Şirnexê, welatiyan du ";endamên DAIŞê"; girtin û teslîmî cendirmeyên Tirkiyeyê kirin. + +Li gorî agahiyan, li gundê Wehsilê yê Silopiyê, gundiyan li du kesan şikber bûn û we girtin radestî hêzên ewlehiyê kirin. + +Li gorî gundiyan, ew du kes endamên rêxistina DAIŞê bûn. + +Hat zanîn, lêpirsîna li ser wan du kesan didome. + +Piştî ku xelkê ev yek bihîstin berê xwe dan navenda cendirmeyan û êrişî wan her du kesan kirin û xwestin li wan bidin lê hêzên cendirme rê nedan wan û tedbîrên ewlehiyê xurttir kirin. + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, herî zêde li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê deng bidest anî. + +Hevserok û namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş, li Şirnexê %83.17 dengên bajêr bidest xist û piştî Şirnexê dengê herî zêde li bajarê Colemêrgê bidest anî ku %81.59 deng bû. + +Rêjeya dengên Demîrtaş li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê: + +Amed: % 64.07 +Mêrdîn: %60.95 +Batman: % 59 +Agirî: % 58 +Îdir: % 58 +Mûş: % 58 +Wan: % 53 +Sêrt: % 53 + +Demîrtaş li seranserê Tirkiyeyê jî %9.8 deng bidest xist. + +Dihok (Rûdaw)- Berpirsekî ewlekarî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rewşa Şingal îstixlal kirine û mijûl pêk anîna hêzeke çekdarin ji xortên êzdî, çavêdrekî siyasî jî vê yek bi metirsî dide zanîn. + +Ji yekem roja dagîr kirina Şingalê ji aliyê rêxitsina radîkal a bi navê DAIŞ di 3ê tebaxê de, şahidekî li başûrê Çiyayê Şingalê ragihand ku, çend şervanên YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne, di nava xelkê de derketin û gotin ";Em wek Pêşmerge we bicih nahêlin."; + +Niha medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve kar li ser neşêrîn kirina Pêşmergeyên PDK dikin, bi taybetî piştî ku Şingal ji aliyê DAIŞê ve hat girtin, ev jî, bi gotina çavdêran, rê xweşkirek bû bo bicih kirina gerîleyên PKKê li navçeya Şingalê. + +Cîgirê berpirsê melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê, Xeyrî Şingalî, ku niha li gundekî Rojavayê Kurdistanê ye, got: ";Hevalên YPG wan xortên êzdî perwerde dikin û çek didin wan û bo Çiyayê Şingalê û navçeya Sinûnê wan dişînin."; + +Xeyrî Şingalî amaje bi wê yekê dike ku heta rojaduyem ji bûyerên Şingalê, zêdetirî 500 xortên êzdî bo Rojavayê Kurdstanê hatin aşndin da bi serpirştiya YPG biçin şerê DAIŞê bikin û got: ";Em hemû dizanin ku Pêşmerge xiyanet li Şingalê kirin û bergirî lê nekirin."; + +Derbarê hemahengiyê di navbera wê hêzên û Hêzên Pêşmerge de, wî berpirsê YNKê wih diyar kir: ";Ti hemahengî di navbera me de nîne."; + +Hevdem çavdêrekî siyasî ji Dihokê, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ragihand ku: ";Metirsiya pêk anîna wê hêzê ji aliyê YPG ve li ser paşeroja Şingalê nîne, lê ew dê bibe rewşek heyî û dê di parşerojê de PDK neçar bibe hemahengiyê ligel bike, ji ber ku ew xelkê navçeyê ne."; + +Wî çavdêrî dît ku, bi avakirina wê hêzên ku dibe ku ji 10 hezar kes pêk were ";Êdî PYD dixwaze pêgeha wê li Şingalê hebe û bi ti awayekî nahêle PDK bitenê hikumraniya Şingalê bike û tenê dê bibe mêvanekî bi aqil."; + +Berpirsê asayişa Zaxo, Aştî Koçer ku bi nûneratiya PDKê ligel du serkirdeyên din ev çend rojin çûne Çiyayê Şingalê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hevalên YPG bi wayekî aşkere behsa avakirina wê hêzê li cem me kirine ";Lê em nahêlin yek gav bêy me bê avêtin."; + +Aştî Koçer şîroveya wî çavdêrê siyasî bi xewin da zanîn û got: ";Xewne ew bikarin bi wê gave hikumdariya Şingalê bikin, qehremanên wek Qasim Şeşo û Qasim Simêl xwedanên Şingalê ne ku him Pêşmerge ne û hin PDK ne."; + +Herwiha wî berpirsê PDK neveşart ku, berpirsên YPGê gotinên ";Neşêrîn"; ji Pêşmerge de dibêjin û dixwazin wan bi ";Xayin"; bidin naskirin û wêneyê wan neşêrîn bikin. + +Navborî got jî ku ew van hemû tiştan dizanin ";Lê carê dê ti karvedana me nebe."; + +Li gor çavkaniyeke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser wê pirsê berî çend roja sekreterê polîtburoya PDK Fadil Mêranî peywendî bi Hevserokê rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re kir û jê re gotiye ku ew wek PDK razî nabin bi vê tev û liva YPGê. + +Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê hat ku hêzeke taybet a komandos bi balafirê çûn Çiyayê Şingalê, da alîkariya derbederên asê anî bide û wan rizgar bike, lê şervanên YPG li ser çiyê rêgirî li wan kirin û ji wan re gotibûn ku, ew berî wan hatine ser çiyê û nabe ew hêz li wê de bimîne, lewma PDK ji vê helwestê gelek hêrin bûye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, duşemê, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin, bo gotûbêj kirina rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê. + +Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Ferhad Mela Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: ";Îro danê êvarî dê kesên yekem ên partiyan ligel serokê Herêma Kurdistanê bicivin."; + +Li gor axeftina Ferhad Mela Salih, naveroka civînê de ";Behiskirina rewşa niha li Kurdistan û Iraqê be, ku niha rewşa siyasî ya Iraqê gerim bûye, piştî daxuyaniya Nûrî Malikî di şeva borî de."; + +Hevdem berpirsê odeya peywendiyan a Tevgera Gorranê, Mihemed Tewfîq Rehîm ji Rûdawê diyae kir ku ew wek Gorranê jî dê beşdarî vê civînê bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Efrînê endamê komîteya şaxê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye li gundê Meydankê Nûrî Cebir girt. +Çavkaniyeke berpirsyar ji Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-Sê ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ku Endamê partiya wan li gundê Meydankê li ser destê Asayişê hatiye girtin. +Derbarê sedema girtinê, çavkaniyê da zanîn ku piştî gengeşeyeke siyasî di navbera endamê partiya wan û kesekî gundî de, wî kesî naveroka axaftinê gihandiye Asayişê û di encamê de gavalê wan hatiye girtin. +Heman çavkaniyê diyar kir ku endamê partiya wan heta niha li cem asayişê girtiye û ti zanyarî derbarê rewşa wî de tune ne. +Çavkaniya taybet ji Rûdawê re da zanîn ku rewşa girtiyên wan ên berê di zîndanên Asayişa Efrîn de zor xirap ê û bi taybetî rewşa Hisên Îbiş ku ligel havalên xwe di Zîndana Efrîn a nû li Gundê Maratê li bakurê rojavayê Efrînê de ye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkariya leşkerî ya Amerîka bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, gihişte Hewlêrê. +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, alîkariya leşkerî ya Amerîka, ji çekan, bo Pêşmerge gihişte Hewlêrê. +Îdareya Barack Obama bi awayekî rasterast dest bi şandina çekên amerîkî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û berpirsekî pile bilindî amerîkî jî radighîne ku, prose dest pê kiriye û di demek nêzîk de çek dê çek bigihin Pêşmerge. + +Derbarê corê wan çekdan û aliyê berpirs di rêvebirina vê proseyê de, berpirsê amerîkî ti zaniyariyên zêde nedan ragihandin, lê tekez kir ku di demek nêzîk de ew çekd dê bigihin Hêzên Pêşmerge. + +Ajansa Associtated Press AP amaje dikin ku, ew prose bi serpirştiya Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) nehatiye kirin, lê dibe ku CIA serpirştiya vî karî kiribe. + +Berî niha çendîn car CIA serpiriştiya proseya şandina çekan ji Amerîka bo grûp û welatên din kiriye, ku pêwîstiya wan bi çekên amerîkî hebûn. + +Swêd (Rûdaw)- Hunermendê navdar yê Kurd, Ciwan Haco di peyamekê de bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, pîrozbahiya serkeftinê li ";Pêşmergeyên qehreman"; dikim, herwiha daxwaza yekîtiyê ji gelê Kurdistanê dike. + +Ciwan Haco ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Swêdê dijî, di salên 80yî de çendîn sirûd û stran li ser Pêşmerge gotine û dibêje ku, niha dilê wî ligel Pêşmergeye û pîrozbahiya serkeftinê li wan dike. + +Herwiha Ciwan Haco bi tundî ew komkujî şermezar kirin ku ji aliyê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) beramber kurdên êzdî kirine. Herwiha dibêje ew êrîşên niha li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin ";Pîlangêrin."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Bakurê Kurdistanê gihişte Başûrê Kurdistanê û ligel parzêgarê Dihok, Ferhat Etrûşî civiya. + +Çavkaniyekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku, îro 11ê tebaxê danê sibehê şandek ji Bakurê Kurdistanê bi serokatiya waliyê Şirnaxê, Hasan Ipek gihişte Başûrê Kurdistanê. + +Şanda Bakurê Kurdistanê li gel parêzgarê Dihokê, Ferhad Etrûşî civiya û behsa rewşa koçberên Mûsilê bi giştî û yên kurdên êzdî bi taybetî kirin. + +Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Bakurê Kurdistan soza avakirina kampekê ji koçberan re dan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm namzedê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe, Heyder Ebadî spart, bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. + +Zaniyariyên zêdetir belav dikin… + + +Mexmûr (Rûdaw)- Piştî ku DAIŞê êrîşî çend navçeyên Başûrê Kurdistanê kirin şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê destpêkir, li Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê, gelek kesan amadehiya xwe nîşan dan ji bo ku tevlî şerê li dijî wê grûpa tundrew bibin, hinek ji wan jî niha li eniyên şerin û ew jî bergiriyê li xaka Kurdistanê dikin, bi taybey li Eniya şer li qeza Mexmûrê. +Li qeza Mexmûrê kampeke Kurdên Bakurê Kurdistanê heye û koçberên nava wê kampê, bi hêvî ne ku di vê rewşa niha ya ku Başûrê Kurdistanê têde derbas dibe, helwesteke Kurdan ya yekgirtî hebe û yekdeng bin. +Li nav bajarokê Mexmûrê û kampa wê jî, gerîlayên PKKê jî şerekî dijwar li dijî çekdarên DAÎŞê dikin. Ew dibêjin, bergiriya li vê axê erkê her Kurdekî ye û tekîd dikin ku divê gelê Kurd li hember van êrîşan yekîtiya xwe bihêztir bikin. +Li derveyî bajarokê Mexmûre jî, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, bi top û rokêtan, çekdarên DAÎŞê bi giranî tobabaran dikin û dibêjin ew dest ji yek bista axa Kurdistanê bernadin. +Ev cara yekê ye ku hêzên çekdarî yên Kurdan ku ser bi partiyên xwedî nêrînên cuda ve ne, bi hev re di eniya şer de, çekdan radikin û şer dikin, gelek kes jî dibêjin, DAÎŞê, yekîtiya Kurdan bihêztir kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya. + +Di civînê de ku îro, 11ê tebaxê birve çû, her yek ji Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistranê Kosret Resûl Elî, Sekreterê Gitşî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Baprî û her yek ji Roj Nûrî Şaweys, Seidî Ehmed Pîre, Omer Seyid Elî û Fûad Hisên beşdar bûn. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de behsa yekrêziya aliyên siyasî hember êrîşên rêxistina DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin. + + + +Amed (Rûdaw)- Sê zorakên kurdên êzîdî yên ku ji ber êrişên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) rêvin li sînorê nav Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin sekinandin bi nexweşiya navêş mirin. + +Şaxê Saziya Mafên Mirovan (IHD) ya Amedê bo êzîdiyên ji êrişên DAIŞê reviyan li navçeya Sîlopî ya Şirnex û bajarê Zaxo ya Herêma Kurdistanê lêkolîn kirin. + +IHDyê rapora xwe iro parve kir. + +Di raporê de hat diyar kirin ku êzîdiyên ku gihiştîn Sîlopiyê pêwistiyan wan ji aliye Şaredariyê ve pêk hati ye û nêzike 400 kesî jî di sînor de hatine sekinandin. + +Di raporê de hat ragihan ku sê zarokên rê de hati sekinandin ji ber nexweşiya navêşê jiyana xwe ji dest danê. + +Herwiha rapore bal kişandiye ser bergiriya rewşa awartê neyê girtin nexweşiyên bacgir û mirina mirovan dê zêde bibe. + +IHD di rapora amade kiri de banga Herêma Kurdistanê û ya Neteweyên Yekbûyî kiri ye da ku bergiriya nexweşiyan bike. + Hewlêr (Rûdaw)- Koma Civakên Kurdistanê KCK, daxwaz ji ciwanên Kurd yê ji her çar aliyên Kurdistanê kir ji bo beşdar bin di eniyên şer de li Rojava û Başûrê kurdistnê. +KCK di daxuyaniyekê de ragihand ku Kurd di qûnaxeka dîrûkî de derbas dibin, raste di nava aliyên kurdî de helwest û nêrînên cuda hene lê dem dema wê yekê ye ku em yekîtiya xwe ya niştimanî bihêz bikin û bi hêzek hevbeş parastina gelê Kurd bikin . +Di dawiya daxuyaniya xwe de jî , KCK daxwaz ji xort û ciwanên Kurdistanê kir bi zûtirîn dem peywendî bi eniyên şer re bikin û navê çend rêxistinên berevaniyê ji wan ciwanan re diyar kiriye wek , YPG , Yekîtiya Jinên Azad-Sitar , Hêzên Parstina Niştimanî , YPJ , Pêşmerge , Yekîneyên Parastina Şingal û Mexmûrê. +Ji aliyê din ve û li ser vê daxuyaniya KCK, endamê polîtburiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Ebdilhekîm Beşar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev daxwaza KCK ne momkine û ne lojîkî ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê di Iraqê de ye sînorê destûrê xwe heye û li ser astê navdewletî jî wek deshelatdarî xwedî hevpeyman û hevale. +Beşar her weha got: ";Baştir ew bû ku KCK li Rojavayê Kurdistanê gaveka cuda biavêje ji ber ku ew der li jêr deshelata wê ya praktîk de ye , +di rêya PYD û YPG re dikare yekbûneka hem leşkerî û hem siyasî ya Kurdî pêk bîne, yekrêziyê li Rojava cî bicî bike. +Di dawiyê de mirov dipirse, Heger rewşa niha dixwaze hêzek Kurdî yekgirtî hebe , wê kengî dema wê bê helwêsteka siyasî ya Kurdistanî ya hevgirtî hebe li ser rastê nêvneteweî,gelo rewşa peywendiyên siyasî di nava aliyên Kurdistanî de alîkare ji bo cêbecêkirin vê insiyatîva KCK ya leşkerî. + +Piştî bersivdana hêzên pêşmerge yên Kurdistan li ser êrîşên çekdarên DAÎŞê pêla piştgiriyên navdewletî ji bo Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bilind dibe. +Îtaliya serkirdeyên Ewropa ji bo piştgiriya leşkerî ji kurdan re lihev dicivîne. +Amerîka çekan ji bo pêşmerge dişîne, Ustûraliye amade ye û Elmaniya dest bi gengeşeya siyasî ya germ li ser vê mijarê dike. + +Domîz (Rûdaw)- Raste penaber in û di kampên penaberan de dijîn, ji mala xwe dûr, di nava xem û êşên giran de ne. Lê ew dibêjin, dema ku Başûrê Kurdistanê dikeve metirsiyê ewê biparêzin, û mil bi mil bi pêşmergeyên Kurdistanê re şer bikin. +Li gor penaberên Kampa Domîz, şerê ku niha li dijî Başûrê Kurdistanê dibe, ne tenê li dijî vî beşê Kurdistanê ye, her wiha ew li dijî hemû netewa Kurd e, ji ber vê yekê erkê her kurdekî ye ku bergiriyê li axa welat bike û diyar dikin ku ew amade ne xwebexş di nava şer de cih bigirin û bibin Pêşmerge. +Penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa domîz xwe dûrî şerê pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê nabînin û hejmarekeji penaberan dixwazin xwebexş mil bi milê Pêşmerga şer bikin lewma ew dibêjin şerê niha dijî netewa Kurde û berevaniya ber kurdan ser her kesî erkeke. +Penaberên Kampa domîz , ku kampa yekemîn piştî krîza Sûriyê hatiye ava kirin xwe dûrî şerê Pêşmerge û çekdarên DAIŞê nabînin lewma ew dibîn ,yek gotara Kurdî pêdiviyeke ji bo serketina Pêşmerge. +Hin ciwanên kampê xwe dibînin berpirsiyar di ber parstina Başûrê Kurdistanê de mîna hemwelatiyên Başûr lewma ew amede ne xwebexş tevlî rêzên Pêşmerge bibin. +Tevlî bilind bûna dengê şer û penaberên ku ew bi xwe penaber bûbûn ji ber wan aramî dixwestin ,lê rewşa niha li Başûrê Kurdistanê metirsiyê têde nabînin +Hejmareke ji ciwanên kampê xwe pêşkêşkirin da tevlî rêzên Pêşmerge bikin û li hêviya qebûlê ne da berê xwe bidin şerê li dijî çekdarên DAIŞê. + + Silêmanî (Rûdaw)- Başûrê Kurdistanê êdî bûye wargehek ji penaber û koçberan re. + +Ji perçeyên din yên Kurdistanê û ji tevaya Iraqê jî, xelk berê xwe didin wê derê û weke sitarekê ji xwe re dibînin. + +Bêguman pirsgirêkên koçberan jî ne hindik in. Gelek kêşeyên wan hene û li benda çareserkirinê ne. + +Ji bo gotûbêjkirina wan kêşe û pirsgirêkan, Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Silêmaniyê dimîne, konferansek li darxistin.. + +Amed (Rûdaw)- Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi ragihand ku karesata ya herî mezin ya piştî Helepçeyê serê kurdan de hati, êrişên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) yên ku Şingalê kirî ye. + +Şandeya ku ji Pişesaziya Bezirganiya Amedê, Baroya Amedê û Saziya Bijîşkên Amedê pêk tê, lêkolînên xwe yê ser êzîdiyên penaber daxûyandin. + +Serokê Baroyê Tahir Elçi îro bi rêya civîneke çapemeniyê nêrinên şandeyê eşkerê kir. + +Elçi got, ";Karesata ya herî mezin, piştî Helepçeyê, Şingal e. Alîkariya Şingalê bikin."; + +Bijîşk Şeymus Gokal jî got ku penabera nexweş in û bêderman in. + +Amed (Rûdaw)- Êzîdîyên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber êrişênDewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) penaberî bajarê Amedê bûne, dixwazin herin welatên Ewropî. + +Nêzîkî 600 kes ji wan êzîdîyên ku ji êrişên DAIŞê rizgar bûne, karîn bi paspaortên xwe derbasî Tirkiyeyê bibin û li Amedê bicîh bibin. + +Ji wan penaberan 300 kes li Galeriya Sumerparkê ya Şaredariya Amedê û 300 kesên din jî li Pîşesaziya Bazirganiya Şarederiya Kayapinarê hatin bicîhkirin. + +Hinek ji wan penaberan li ser rewşa xwe ji Rûdawê re axivîn. + +Kesê bi navê Adnan Nemir Silo ku bi hevjîna xwe, 4 zarokên xwe û 4 mirovên xwe ve ji gundê Guhbelê yê Şingalê reviyaneAmedê, wiha got, ";Me canê xwe xilas kir lê belê em ji yên ku li Zaxo û Dihokê mane, bifikar in.. Divê di demek kurt de alîkariya wan jî bê kirin."; + +Jina bi navê Meyrem Yas a ku bi 6 zarokên xwe ve hatiye Amadê, ragihand ku xema wê mêrê wê ye ku li Bexdayê ye. + +Meyramê got ku tiştekî li ser mêrê xwe nizane û wiha axivî, ";Em êdî naxwazin vegerin ser wê axê. Xilasbûna me bi tenê çûyîna Ewropa ye. Em naxwazin êdî bikevin nav lepê mirinê."; + +Esmer Xudêda jî ligel 5 zarokên xwe li Galêriya Hunerê dimîne. Dema derbasî Tirkiyeyê bûne rê nedane wan otomobîlên xwe jî bi xwe re bînin ji ber wê otomobîlên xwe li ser sînor hîştine. + +Esmerê wiha behsa xwe kir: ";Em êdî naxwazin vegerin wan deran û dema hinek aramî çêbû em dixwazin êzîdiyen li Ewropayê alîkariya me bikin û me jî bibin wê derê."; + + + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê, Celal Talebanî pîrozbahî li Receb Teyib Erdogan kir, bi boneya serkeftina di hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê de. + +Di nameyekê de bo Receb Teyib Erdogan, Celal Talebanî wiha dibêje: ";Bi boneya serkeftina we di hilbijartinên serokomarî de, ji dil pîrozbahiyê li we dikin û ez dixwazim kêfxweşiya xwe bi van hilbijartinan bînim ziman."; + +Herwiha Talebanî nivîsiye: ";Serokomariya cenabê we ne tenê bo Turkan, lê belkî bo her du gelê Kurd û Turk, ku me bi hevbeşî xebat kiriye, gelek girînge."; + +Hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê roja 10ê tebaxê birêve çûn ku tê de Receb Teyib Erdogan bi rêjeya 52% ji dengan bû 12emîn serokomarê Turkiyê, lê heta niha encam bi fermî nehatine ragihandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Koçberiya xelkê Şingalê û derdora wê berve Rojavayê Kurdistasnê berdewame û herwiha pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kuridstanê berve Başûrê kurdistanê ve jî berdewam e. +Rêvebirê xala sînorî ya Pêşhabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kurdistanê bê rawestan berdewam e. +Berbuharî ji Rûdawê re aşkere kir ku heta şeva borî, 63 hezar koçber di xala sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û diyar kir ku li gor vê pêvajoyê heta êvara îro, sêşemê, dibe ku hejmar koçberên ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibin bighêje 75 hezar koçber. +Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke rojnamevanî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku di van her du rojên dawî de, koçber êdî pez û sewalên xwe jî ligel xwe tînin. +Bi gotina vê çavkaniya taybet, anîna pez û sewalan nîşana wê yekê ye ku hejmara xelkê ku li devera Şingalê maye kêm bûye û riyên ku koçber didin ber xwe aramtir bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên Amerîka pêgehên çekdarên DAIŞê li navçeya Başîk a ser bi parêzgeha Neynewa ve topbaran dikin û hejmarek çekdarên rêxistina navborî dikujin. + +Kargêrê şaxê Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistabnê (PDK), Seîd Memûzînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Terorîstan li gundê Esqûf civînek berferh encam dan, piştire me balafir agehdar kirin û wan jî ew tpbaran kirin."; + +Seîd Memûzînî derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê di vê operasyonê de got: ";Li gor zaniyariyên me, herî kêm 15 çekdar ji wan hatin kuştin û niha terorîst ji navçeyê reviyane û berê xwe dan navçeya Bertile."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Têmûr Mistefayî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber beşdariya pêşmergeyên partiya wan di şerê li dijî çekdarên DAÎŞê de, li çend bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê gef li partiya wan hatiye xwarin. +Têmûr Mistefayî diyar kir ku di çend rojên borî de li nav bajarên wek Seqiz, Bane, Merywan û Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê, grûpên selefî gef li endam û alîgrên partiya wan û kurdperwerên li wan navçeyan xwarine. +Derbarê sedema wan gefan de, endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê diyar kir ku ew gef piştî wê yekê hatin ku pêşmergeyên partiya wan tevlî şerê li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê bûn. +Mistefayî aşkere kir ku li herdu mizgeftên Haciyawa û Salhawa li bajarê Seqizê, ala grûpa DAÎŞê ji aliyê çend kesan ve hatiye bilindkirin. +Endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, rejîma îranê û îdareya îtîlata wê jî tometbar kir ku ew piştgiriya wan kesên selefî dokin ku ala DAÎŞê bilind kirine û gef li endam û alîgrên partiya wan xwarine. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî demeke dirêj ji paşxistina sêyemîn kongireya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna giştî ya Encûmenê biryar da ku di nava mehekê de, birwara lidarxistina kongreyê bê destnîşankirin. +Di civîna giştî ya ENKSê de, ku roja duşemê bi dawî hat, çend biryarên rêxistinî û siyasî derbarê lidarxistina kongreya giştî, rêjeya beşdaran, şêweyê hilbijartina nûnerên kongireyê, helwest ji Rêveberiya Xweser û rola ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê de hatin wergirtin. +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSÊ Mihemed Ismayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna ENKSê biryar daye ku di nava mehekê de birwara sêyemîn kongireya ENKSê bê destnîşankirin û komîteya rêxistinî raspartiye ku mijarên rêxistinî di vê debarê de bişopîne. +Ismayil diyar kir ku ev biryar hatiye dayin piştî ku rêxistinên ENKSê li her du herêmên Efrîn û Kobanî diyar kirine ku nûnerên wan êdî dikarin beşdarî kongireyê bibin nemaze piştî biryarên nû yên hikûmeta Tirkiyê derbarê derbasbûna xelkê Sûriyê de ku li gor van biryaran, nûnerên Efrîn û Kobanî dikarin di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re derbasî Herêma Cizîrê bibin. +Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku rêjeya nûnerên kongireyê hatiye destnîşankirin ku wê 50% pişaka partiyan be, 28% pişka kesayetiyên serbixwe be, 12% pişka ciwanan be û 10% pişka jinan be, lê belê pîverên parvekirina pişka partiyan û awayê hilbijartina nûnerên ciwanan heta niha ne hatine yekalîkirin. +Derbarê rewşa siyasî, Ismayil diyar kir ku Encûmena Niştimanî careke tekizî li ser helwesta xweya berê derbarê Rêveberiya Xweser kir ku ew vê Rêveberiyê nas nakin û pêgirî biryarên wê nabin, lewra ewê di kar û çalakiyên xwe de bêyî ruxset berdewam bin û hemû şêweyên xebata aştiyane ya demokratîk li hember biryanên ku di derheqê wan de bên standin, mîna xwepêşandan, girev û protestokirina aştiyane bikar bînin. +Derbarê rewşa ENKSÊ di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê de, endamê sekretariyeta giştî da zanîn ku civînê nûnerên ENKSê raspartine ku têbîn û pêşinyarên Encûmenê derbarê xurtikirina rol û pêgehê ENKSê di nava Hevpeymaniyê de pêşkêşî Hevpeymaniyê bikin û cîbicîkirina wan bişopînin. +Derbarê koçberên Şingal û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê, Ismayil diyar kir ku wan ji hemû komîteyên xwecihî yên ENKSê xwestiye ku bi hemû karînên xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bikin. + +¤WA0 5308 +Întro: Şandeya saziyên sivîl ên bakûrê Kurdistanê demek berê ji bo lêkolîn û şopandina rewşa koçberên Şingalê serdana başûrê Kurdistanê kiribûn. Endamên şandeyê vegeriya Amedê û di derbarê rewşa koçberan de bi civîneke çapemeniyê çavderiyên xwe parvekirin. Şande diyar kir ku divê hemû kes ji bo alikariya koçberên êzîdî seferber be. +VT: Piştî êrîşên çekdarên DAÎŞ'ê ya li hemberî Şingal û başûrê Kurdistanê gelek kurd bi taybetî jî kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAÎŞ'ê ve hatibûn kuştin. Kesên ku canê xwe ji DAÎŞ'ê xilas kirin jî koçber bûn û bi gelek zehmetiyan re rû bir û man. Li ser vê yekê ji bakûrê Kurdistanê şandeyekî ji bo lêkolînkirina rewşa koçberan çûbûn başûrê Kurdistanê vegeriyan li Amedê û di derbarê rewşa koçberan de bi civîneke çapemeniyê agahî dan. Şande diyar kir ku kurdên êzîdî dîsa bi felaketekî mezin re rû bir û mane û divê ji bo wan alîkarî bê kirin. +Axaftin: Tahir Elçî-Serokê Baroya Amedê:¤WA1 4824 4896 +'' Gelê kurd bi felaketeke mezin re rû bir û maye. Mirov dikare bêje ku piştî Helebçe felaketa herî mezin li Şingalê qewûmiye. Em wekî saziyên sivîl ên Amedê baga hemû kurdan dikin ku piştevanî û alîkariya Şingalê bikin '' +Di şandeyê de bijîşk jî hebûn û bijîşk diyar dikin ku pêdivitiya koçberan herî zêde bi derman û alavên tibbî re hene. +Soundby: +Şeyhmus Gokalp-Bijîşk:¤WA3 4856 4792 +'' Divê ku nexweşxaneyên Sahra werin avakirin. Li wan nexweşxaneyan bijîşk, hemşîre û xebatkarên tendûristiyê bixebitin û nexweşan derman bikin. Di heman demê de jî di der barê parastina nexweşiyan de xelkê perwerde bikin. '' +Li gorî şandeyê koçberên Şingalê zêdetir li Zaxo û Dûhokê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve hatine bi cîh kirin û hejmara wan jî digihije nêzikî 400 hezarî. +Stand Up + +Düsseldorf (Rûdaw) - ";Kêm herêm hene ku niha hewqas nûçe jê derdikevin weke Rothilata Navîn. Rewşa zanyariyan gellekî bi mij e û ji ber wê gellekî zehmet e ku rastî bê dîtin. Di vê rewşa aloz de kanala nûçeyan ya kurdî Rûdaw bûye çavkaniyeke giring."; +Bi van hevokên jorê rojnamevanê Alman Wilfried Urbe di rojnameya almanî ";Kölner Stadtanzeiger"; de raportek li ser rewşa niha li Rojhilata Navîn û rola Rûdawê di van rojan de weşandiye. ";Kölner Stadtanzeiger";mezintirîn rojnameya bajarê Kolnê ye û tiraja wê rojane 300.000 e. +";Kölner Stadtazeiger"; dinivîsîne ku di van mehên dawî de çapemeniya rojavayî , bi taybetî di mijara Iraqê de, xwe spartiye Rûdawê weke çavkanî û diyar dike ku bi destpêka êrişên DAIŞê Rûdaw berbiçav pêşketiye. +Di raportê de nêrîna akademisyenê Kurd Prof. Ferhad Îbrahim Seyder jî cih digire, Seyder Rûdaw ligel el-Cezîre dipîve û diyar dike ku di hinek mijaran de Rûdaw ji el-Cezîre objektîftir e, bi taybetî di mijara Îsraîl û Filistînê de. Prof. Ferhad Îbrahim Seyder diyar dike ku el-Cezîre jî bi nûçeyên derbarê aloziya li Iraqê mezin bû û gihişt asta BBC û CNN û dibêje ku Rûdaw jî di vê rêyê de dimeşe. +Prof. Ferhad Îbrahim Seyder behsa hinek kêmasiyên Rûdawê jî dike, weke mijara profesyoneliya rojnamevanên wê, lê pêşbînî dike ku eger Rûdaw weke ku diyar kiriye di pêşerojê de bi îngilîzî û erebî dest bi biweşana xwe bike, ewê di 5 salan de bikaribe bigihije asta el-Cezîre û CNN. + +دوای ئەوەی باشووری کوردستان رووبەڕووی شەڕی چەکدارانی دەوڵەتی ئیسلامی بووەوە ، بەهەزارەها پێشمەرگەی خانەنشینکراو بەرەو سەنگەرەکانی شەڕ چوونەو یەکێک لەو پێشمەرگە دێرینانە کە بەشداری لە شۆڕشەکانی کورد کردووە لەگەڵ مەلا مستەفای بارزانی ، دەڵێت پێشمەرگەی ئێستا قارەمانن . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cemîl Bayik dibêje, Erdogan pêvajoyê ji bo berdewamiya desthilata xwe bikar tîne. + +Hevserokê rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku,wan çi pêdiviyên pêvajoyê pêwîst kiribe, bi cî anîne, lê hikûmeta Tirkiyê erkên xwe bi cî nayne û berovajî amadekariyên şer li kurdistanê dike, û rewşa agirbestê ji bo berjewendiyên desthilatê bikar tîne. + +Bayik di hevpeyvînekê ligel rojnameya El Mundo ya Îspanî de ragihand ku, Recep Tayyip Erdogan dema ku serokwezîr bû, û dema ku bibe serokomar Tirkiyê ber bi dîktatoriyet û netewperestiyê ve dibe. + +Cemîl Bayik anî ziman ku, Erdogan dibêje ku bê wî pirsgirêka kurd çareser nabe, û bi vê propgandayê hêvîyên gelê kurd îstîsmar dike, lê ti gavekî cidî jî neavêje, ew bi xwe tenê pêvajoyê ji bo berdewamiya desthilata xwe bikar tîne. + +Hevserokê rêveberiya KCKê dest nîşan kir ku,eger Tirkiyê ji xwe re pêvajoya aşitî ku li Îspaniya dimeşe bikin mînak û li gor wê bimeşin, ewê dawî li vî şerî bê û ew amadene piştgiriya wê bi her awayî bikin. + +Cemîl Bayik careke din tekez kir ku, ti daxwazeke wan ku dewleteke serbixwe lidarxînin tineye, eger gelê kurd bikaribe bi azadî û demokrasî mafên xwe bikar bîne, ew bawer nake ku bixwazin sînoran xirab bikin û dewleteke cuda çê bikin + +ئێدی چیایێ شنگالێ تراژیدیایەك دهەمبێزا مێژوویا خۆدا توماركر، سترانبێژ و شاعر ئێدی دەما بەحسا چیایێ شنگالێ دكەن تنێ ب خۆراگریێ پەسن ناكەن، بەلكو جەگەربرا هند شنگالیانەژی. +ترس برس هەردوو تشت بووینە ئەگەر ب سەدان زارووكێن ئیزدی لسەرێ چیایێ شنگالێ ببنە قوربانی، هەشت روژێن ل سەر چایێ شنگالێ ئیزدیان بێ خوارن و ڤەخوارن برینە سەر ، گەلەك دایكان جەگەرێن خوە بجه هێلان گەلەك زارووك ب خوە بەرزەبوون و هند ژنانژی ل چیای زارووكێ نوو پێرا چێدبوون مینا خانێ ئەو ژنا ل چیایێ شنگالێ زارووك بووی و هەیا گەهشتیە دهۆكێ زارووكێ خوە ژ هەمبێزا خوە رانەكر . + +Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyerên tirafîkê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 7 kes mirin û 8 jî birîndar bûn. + +Li gorî medyaya Îranê, duh (11ê Tebaxê) êvarê li ser rêya navbera bajarên Bokan û Mehabadê 4 otomobîl li hev ketin. + +Di wê bûyerê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. + +Her wiha îro danê sibê li ser rêya navbera bajarên Kirênd û Serpêla Zehawê li parêzgeha Kirmaşanê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin. + +Di wê bûyerê de jî 5 kes mirin. + +Li gorî encamên lêkolînên polîsê tirafîkê, bûyera Kirmaşanê ji ber leza zêde û binpêkirina qanûnên tirafîkê ji aliyê otomobîlê ve çêbûye. +Şirnex (Rûdaw)- Wekû tê zanîn beriya du rojan li Tirkiyê hilbijartina serokkomariyê hebû. Komeke bi navê 'Tagir' ev hilbijartin bi awayekî balkêş boykot kir û li şûna pûsûlayan kaxezek Alaya Kurdistanê û navê 'Kurdistana Serbixwe' li ser hatî nivîsîn xistin zerfan. +Berpirsiyarekî nexwestî nave wî bê diyarkirin, li Şirnex ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragahind ku bi taybetî li Gundikê Melî ya Şirnex û li Cizîr, Silopiya, Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê ji zerfên hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê de ji hezarî zêdetir kaxezên Alaya Kurdistanê û navê 'Kurdistana Serbixwe' li ser hatî nivîsîn derket. +Li gorî zanyariyên me ji koma Tagirê standîn, ji her deverekê hejmarên dengan tên lê ew hejmara dengan bi awayek rasteqîn nizanin, ji ber ku fermî nayên hejmartin. +Dîsa ji koma 'Tagir'ê hat ragihandin ku wan xwest tişteka sembolîk bikin û eger bixwestan dikarîn gelek zêdetir dengan bistînin û got: ";Me ji beriya hilbijartinê 5 rojan ev biryar da û ji ber wê yekê jî me dengê xwe negihand gelek Kurdistaniyan jî."; +Li ser armanca xwe ji wiha got: +";Em tagirên Kurdistaneke Serbixwe ne, em ne tagirên entegrasyonê ne û em gihiştin armanca xwe."; + + +Mexmûr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê di şerê li dijî DAIŞê de pêşve diçin. Îro jî sê cihên girîng li bilindahiyên Qereçoxê kontrol kirin. + +Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, piçekî beriya niha li derdora nahiyeya Guwêrê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket. + +Sîrwan Barzanî da zanîn, piştî çend saetan pêşmergeyan çend cihên girîng ji destê DAIŞê derxistin. + +Li gorî Barzanî, hêzên Pêşmerge sê girên girîng li devera Qereçoxê girtin ku çekdarên DAIŞê li ser gundê Tendûre yê Guwêrê danîbûn. + +Hêzên Pêşmerge roja 10ê Tebaxa îsal karîn bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê derbixin û di heman rojê de nahiyeya Guwêrê jî kontrol kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Helîkopterekê iraqî ya ku dema alîkariyên mirovî dibir kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê re, ket xwarê û di encamê de balafirvan (pîlot) jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn, di nav birîndaran de parlamentera kurd Viyan Dexlîl jî heye. + +Jêderekî ji Rûdawê re got, îro dema helîkoterekê ku alîkarî biribû kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane re, kontrola xwe ji dest da û ket xwarê. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, di bûyerê de pîlotê helîkopterê jiyana xwe ji dest da û 20 kurdên êzîdî û parlamentera kurd a Iraqê Viyan Dexlîl û Yadigar Fazil Mîranî jî birîndar bûn. + +Hat zanîn, birîndar bi helîkoptereke din rakirine nexweşxanê lê heta niha li ser rewşa wan ti agahiyek nehatiye belavkirin. + +Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Qasim Eta jî ragihand, helîkoptera ji curê Mi-17 ku alîkarî biribû çiyayê Şingaê ji ber kêşeyek teknîkî ket xwarê. + + +Amed (Rûdaw)-Navê Qada Dagkapi ya ku Şex Seîd û 46 hevalên wî lê hatin bidarvekirin, hat guhartin û bû Qada Şex Seîd. +Encumena Şaredariya Amedê îro civiya û biryarek girîng da. +Di civînê de encumenê bi tevahiya dengan navê Qada Dagkapi ya Amedê ya ku sala 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatibûn bidarvekirin, guhert û navê Şêx Seîd lê kir. +Biryar bi dengê hemû endamên BDP û AK Partiyan hat pejirandin. +Hemû endamên BDPyî û AKPyî yên encumenê dengê erê dan vê pêşniyarê. +Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kir û di demek kurt de li bajarên Çewlik û Elezîzê belav bû. +Lê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin îdamkirin. +Cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arîşeva dewletê nehatiye vekirin, nayê zanîn. + +Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şex Seîd ";serhildanek olî"; bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber wê derket çimkî komara ku nû hatibû avakirin, mafên kurdan înkar dikir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyera ketina helîkoptera iraqî li ser çiyayê Şingalê de pîlot û kurdekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e. + +Îro li ser çiyayê Şingalê helîkoptereke iraqî ya ku alîkariyên mirovî ji kurdên êzîdî re biribû, ji ketibû xwarê. + +Efserê Asayişê yê Dihokê Aştî Koçer li ser çiyayê Şingalê ji Rûdawê re got, di bûyerê de pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û parlamentera kurd Viyan Dexîl û kurê sekreterê polîtuborya PDKê Yadigar Fazil Mîranî û hinek awareyên Şingalê jî birîndar bûn. + +Aştî Koçer da zanîn, piştî ku helîkopterê alîkarî vala kir xwest ji erdê rabe lê singê wê li kevirekî ket û ket xwarê. + +Koçer got, hêzên Pêşmerge xwe zû gihandin cihê bûyerê û kesên ku di helîkopterê de bûn derxistin lê pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û yên din jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyên wî eferê asayişê, di nav helîkopterê de 3 rojnamevanên biyanî jî hebûn ku 2 ji wan birîndar bûn. + +Ji aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê ragihand ku pirraniya birîndarên bûyera çiyayê Şingalê birine nexweşxaneya Zaxo lê parlamenter Viyan Dexîl û Yadigar Fazil Mîranî û sê zarokên birîndar jî birin nexweşxaneya Dihokê. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, rewşa wan zarokan baş nîne ji ber ku bi giranî birîndar bûne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke telefonî de digel Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden de piştgiriya xwe ji namzedê serokwezîriya Iraqê Heyder Ebadî re nîşan da. + +Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê, Başûrê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevpeyvînê de Joe Biden piştgirî û alîkariya Washingtonê di warê şerê li dijî terorê de ji Kurdistanê re nîşan da û pesnê hêzên Pêşmerge da ku karîne di şerê li dijî çekdaran de serkeftineke girîng bidest bînin. + +Biden her wiha hêviya xwe anî ziman ku hêzên Kurdistanî bi hêzên siyasî yên iraqî re dest bi diyaloga avakirina hikûmeta nû bikin û bi hev re Iraqê ji kirîza niha rizgar bikin. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî spasiya xwe pêşkêşî Barack Obama, Biden û gelê Amerîkayê kir ji ber piştgiriya wan bo gelê Kurdistanê û soz da ku Herêma Kurdistanê dê di vî şerî de parastina xak, gel û hemû nirxên azadî, hewandin û bihevrejiyanê biparêze. + +Mesûd Barzanî anî ziman ku piştgirî û alîkariya Amerîka ya ji bo Kurdistanê hêzeke mezin daye gelê Kurdistanê. + +Barzanî her wiha piştgiriya xwe ji bo destnîşankirina Heyder Ebadî wek namzedê şîeyan bo avakirina hikûmeta nû anî ziman û got, Herêma Kurdistanê dê alîkariya Iraqê bike bo pêkanîna hikûmeteke niştimanî. +Guwêr (Rûdaw)- Li Eniya şer li nahiyeya Guwêrê li başûrê rojavayê Hewlêrê, şerê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê berdewam dike. Li wir heta niha pêşmerge pêşde diçin û karîne wan çekdaran ji çend navçeyan derxînin. + +Pêşmerge di vê çepera şer de dibêjin, çiyayên li vê navçeya Guwêrê girîngiyeke wê ya stratejîk heye, ji ber vê yekê, niha ew çiya bi temamî ketine bin kontrola pêşmerge û ti hebûneke DAIŞê li wir nemaye, lê wek ew diyar dikin, çekdarên DAÎŞê gelek mayîn lu pey xwe hiştine. + +Di şerê li vê Eniya şer, ziyanên mezin gihiştine çekdarên DAIŞê û bi gotina pêşmerge, gelek çek û otombîlên wan ketine destê pêşmerge û ti ziyanên canî di nava hêzên Kurdistanê de tine bûn. + +Morala pêşmerge li bereya Guwêrê, wek me dîtî û wek wan bi xwe jî aniye ziman, gelekî bilinde û heta niha zêdetirî ji sedî 90 ji navçeyê kontrol kirine. Tevî ku pêşmerge tekîd dikin ku rewş arame, lê heta niha ti kes û malbateke xelkê vê navçeyê venergiyane ser milk û malên xwe. + + + +Hewlêr (Rûdaw)-Piştî demeke dirêj ji paşxistina sêyemîn kongireya giştî ya Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna giştî ya ENKSê biryar da ku di nava mehekê de, birwara lidarxistina kongreyê bê destnîşankirin. + +Di civîna giştî ya ENKSê de, ku roja duşemê bi dawî hat, çend biryarên rêxistinî û siyasî derbarê lidarxistina kongreyê giştî, rêjeya beşdaran, şêweyê hilbijartina nûnerên kongire, helwest ji Rêveberiya Xweser û rola ENKSê di Hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê de hatin wergirtin. + +Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSÊ Mihemed Ismayil ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna ENKSê biryar daye ku di nava mehekê de birwara sêyemîn kongireya ENKSê bê destnîşankirin û komîteya rêxistinî raspartiye ku mijarên rêxistinî di vê debarê de bişopîne. + +Ismayil diyar kir ku ev biryar hatiye dayin piştî ku rêxistinên ENKSê li her du herêmên Efrîn û Kobanî diyar kirine ku nûnerên wan êdî dikarin beşdarî kongireyê bibin nemaze piştî biryarên nû yên hikûmeta Tirkiyê derbarê derbasbûna xelkê Sûriyê de ku li gor van biryaran, nûnerên Efrîn û Kobanî dikarin di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re derbasî Herêma Cizîrê bibin. + +Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku rêjeya nûnerên kongireyê hatiye destnîşankirin ku wê 50% pişaka partiyan be, 28% pişka kesayetiyên serbixwe be, 12% pişka ciwanan be û 10% pişka jinan be, lê belê pîverên parvekirina pişka partiyan û awayê hilbijartina nûnerên ciwan heta niha ne hatine yekalîkirin. + +Derbarê rewşa siyasî, Ismayil diyar kir ku Encûmena Niştimanî careke tekizî li ser helwesta xweya berê derbarê Rêveberiya Xweser kir ku ew vê Rêveberiyê nas nakin û pêgirî biryarên wê nabin, lewra ewê di kar û çalakiyên xwe de bêyî ruxset berdewam bin û hemû şêweyên xebata aştiyane ya demokratîk li hember biryanên ku di derheqê wan de bên standin, mîna xwepêşandan, girev û protestokirina aştiyane bikar bînin. + +Derbarê rewşa ENKSÊ di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê de, endamê sekretariyeta giştî da zanîn ku civînê nûnerên ENKSê raspartine ku têbîn û pêşinyarên Encûmenê derbarê xurtikirina rol û pêgehê ENKSê di nava Hevpeymaniyê de pêşkêşî Hevpeymaniyê bikin û cîbicîkirina wan bişopînin. + +Derbarê koçberên Şingal û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê, Ismayil diyar kir ku wan ji hemû komîteyên xwecihî yên ENKSê xwestiye ku bi hemû karînên xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bikin. + +Ji aliyê Xelîl Reşîd + +Qoştepe (Rûdaw)- Êrîşên ku çekdarên DAÎŞê li ser çend navçeyên Başûrê Kurdistanê kirine, wek ku penaber dibêjin, ti bandoreke wiha li ser jiyana li nav kampa Qoştepe nekiriye. Ew dibêjin, ti penaberek ji kampê venegeriya Rojavayê Kurdistanê û di heman demê de tekez dikin ku ew amade ne bergiriyê li Başûrê Kurdistanê bikin. +Keçeke penaber li vê kampê, diyar dike ku tevî wan êrîşan, lê jiyana wan wek berê normal û arame û dibêje, tiştê were serê Kurdên Başûrê Kurdistanê bila were serê penaberan jî, ji ber bi gotina wê, êşa wan yeke. +Penaberên Kampa Qoştepe bi hêvîne ev êrîşên ku DAÎŞ li ser rojava û Başûrê Kurdistanê dike, bibe sedema yekrêziya wan û partiyên siyasî li van herdu perçeyên Kurdistanê li hev werin, daku car din ew û malbatên xwe li hev kom bibin. + +Dema ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê destpêkirin, piraniya kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê, alîkarî ji bo koçber û derbderan kom kirin û di heman demê de amadehiya xwe nîşandan ji bo ku li kêleka hêzên pêşmerge şerê çekdarên DAÎŞê bikin. + + + Kobanî (Rûdaw)- Encûmena Ysadananê ya Rêveberiya Demkî li Kantona Kobanî, yasaya dayîna mohletê bo partiyên siyasî erê kir. + +Ew yasaya ku encûmena navborî erê kiriye dê di 14 tebaxê de têkeve qonaxacîbicîkirinê, û li gorî wê yasayê, wê karê partiyên bêy mohlet wererawestandin. + +Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) jî liherêma Kobanî vê yasaya han bi yasaye ";Nerewa"; didin zanîn, herwiha dibêjin ku ew dê bibe sedema kûrbûna nakokiyên di navbera her du aliyan de. + +Herwiha partiyên ENKSê tekez dikin ku, çawa wan di dema rejîma Sûriyê de mohleta kar nexwestin, niha jî di nava miletê xwe de ew mohletê ji ti aliyî wernagirin. + +Rêveberiyên xweseriya demokratît ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ku li her yek li Cezîrê, Kobanî û Efrînê desthilat di dest wan de ye. + +Hewlêr (Rûdaw)- Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihan ku li bakurê Şingalêbi balafireke bêbalafirvan tîmeke topavêj aDewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji nav biriye. +Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) diyar kir ku îro saet 07.55 li gorî saetaWashingtonê, (li gorî saeta Herama Kurdistanê 17.55) bi balafireke bêbalafirvan çepereke DAIŞê ya ku topavêj tê de diman, daye ber bombeyan û ji nav biriye. +Hat diyarkirin ku DAIŞê bi wan topavêjan hêzên kurdî yên Başûrê Kurdistanê dida ber topan. +Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên kurdî yên rastî êrşên DAIŞê tên wan kurdên êzîdî yên ku dixwazin li ser çiyayê Şingalê dakevin û rizgar bibin, diparêzin. +Hat gotin, balafira ku di bombebaranê de hatiye bikaranîn piştî bidawîhatina erka xwe bi awayekî ewle herêm terikandiye. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serokomarê Îraqê yê berê Celal Talebanî duh bi riya telefonê, bi namzedê serokomariyê û hevserokê HDPê Salahedîn Demçrtaş re axivî, û ew li ser pêşketinên ku di hilbijartina serokomariyê bi dest xistiye pîroz kir. + +rojnameya Ozgur Gundem ku nîzîkî PKKê ye diyar kir ku, Talebanî ji Demîrtaş re gotibû ku, cara yekeme ku ew wek namzedekî serokomariyê ji aliyê gelê kurd ve ketiye hilbijartinê, û ne tenê li Kurdistanê lê belê li hemû Tirkiyê pêşketinek bidest xistiye. + +Talebanî diyar kiriye ku, ew pêşketinê ku Demîrtaş di hilbijartinê de bi dest xistiye, wê bandoreke erênî û baş li ser pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê bike. + +Hat ragihandin jî ku, Salahedîn Demîrtaş serokê YNKê spas kiriye û soz daye wî ku ewê di demek nîzîk de serdana Başûrê Kurdistanê û serdana Celal Talebanî bike. + +Wek tê zanîn namzedê HDPê Demîrtaş, li gor rêjeya dengên ku HDPê di hilbijartina şaredariya 30 adarê de bi dest xistiye, ji sedî 55 rêjeya dengan li kurdistanê û Tirkiyê zêde kir. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokê desteya cîbicîkar ya kantona Cizîrê Hisên Ezam ragihand ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi cî bûne. +Hisên Ezam di kongreyeke rojanmevaniyê de ku duh, 12ê tebaxê, li nav kampê hat lidarxistin, aşkere kir ku nêzîkî 50 hezar koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê hene, ji wan zêdetirî 12 hezaran li kampa Newrozin. +Ezam diyar kir ku xelk û rêveberiya herêma Cizîrê alîkariya koçberên Şingalê dikin, herwiha Komîsyona Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, nêzîkî 1500 pakêtên xwarinê û 96 çadir li kampa Newrozê belav kirine. +Hisên Ezam bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Şingalê bikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon gihişte Hewlêrê bi mebesta agehdarî li rewşa koçberên mesîhî. + +Cardinal Fernando Filon bi nûneratiya Papayê Vatikanê, Pope Francis vê serdanê encam dide da ji nêzîk ve agehdarî rewşa wan koçberên mesîhî bibe yên ku ji ber şerê DAIŞê ji Mûsil û derdora wê revîne û li Herêma Kurdistanê bi cih bûne. + +Cardinal Fernando Filon ji aliyê parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û hejmarek ji oldarên mesîhî, li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin. + +Kobanî (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê navçe û gundên li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û li herêma Girê Spî jî, şer di navbera YPG û DAIŞê de derket. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand, di herdu rojên borî de çekdarên DAIŞê gundên Degirman, Boraz û Tepa Zagros bi hawin û çekên giran, topbaran kirin û di encamê de ziyaniyên madî gihiştine mal û milkên xelkê. +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî got, ku duh, şer û pevçûn di navbera hêzên YPG û çekdarên DAIŞê de li gundên Bîrguno, Ehmediyê, Carixlê û Selîp Qiran yên Girê Spî derketin, lê encamên wî şerî heta niha nediyarin. +Li aliyê din û bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encama qezayeke leşkerî de li rojhilatê Kobanî, 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest û cenazeyên wan duh li goristana Şehîd Dicle li gundê Termik li nêzîkî bajarê Kobanî hatin binax kirin. + +Întro: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di civîna meclîsa xwe de biryar girt ku navê Qada Deriyê Çiyê ku Şêx Seîd û hevalên xwe li wir hatibû darvekirin bigûherîne û navê Şêx Seîd lê bike. Birayara şaredariyê ji aliyê endamên meclîsê ve bi yek dengî hat qebûl kirin. +VT: Yek ji wan serokên ji Tevgera 1925 a Netewî a Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên xwe li Qada Deriyê Çiyê a Amedê di sala 1925'an de hatibû darvekirin. Ev bûyer li ser neteweya kurd bandoreke mezin çêkirbû û Qada Deriyê Çiyê jî piştî vê bûyerê ji aliyê kurdan ve wekî Qada Şêx Seîd dihat binavkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di civîna meclîsa xwe de navê qadê gûhert û navê Şêx Seîd li qadê kir. Biryara şaredariyê ji aliyê neviyê Şêx Seîd ku di heman demê de Endamê Meclîsa Şaredariyê ya koma AK-Partiyê ye bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. +Soundby: +Muhammed Dara Akar-Neviyê Şêx Seîd- +¤WA0 4888 4864 +Endamê Meclîsa Şaredariyê ya AK-Partiyê: +''Em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên birûmet bi vê biryarê careke din tînin bîra xwe. Ev biryara şaredariyê ji bo me serfirazî ye. Em ji şaredariyê re spas dikin.'' +Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî anî ziman ku biryara meclîsa şaredariyê xwedî wateyeke dîrokî ye û spasiyên xwe ji meclîsê re pêşkêş kir. +Soundby: Gultan Kişanak-Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê:¤WA2 4856 5072 +''Bi Dagehên Istiqlalê hiqûk û mafê mirovan hat binpê kirin. Me îro ji bo rastkirina xeletiyeke mezin gaveke girîng avêt. Êdî ew qada ku Şêx Seîd û hevalên xwe hatibû darvekirin dê bi navê Şêx Seîd were bibîranin.'' +94 Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hene û biryara guhertina navê Qada Deriyê Çiyê bi yekdengî hat qebûl kirin. +Stand Up: + + +هند ژ كوردێن ئێزدی هەشت روژ ل چیایێ شنگالێ بوراندن پشتی ڤەگەریانا وان هەر یەك ب ئاوایەكی ژیارا خوە یا وان 8 روژێن ب سەختی بوراندنی بەحس دكەن سەرەرای كو زوربەیا وان ئاگەه ژ تشتەكێ نەبوو یێن دەردەورێ وان رویدەن لێ سوپاسیا حكومەتا باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا دكەن . +لێدوان\پەنابەر +رەنگە زوربەیا وان خێزانان باوەری نەبوو ئێدی ژ وێ كارەساتێ رزگار ببن و ژیار ل بەر وان ببوو خەون كو ئێدی دێ مرنا خوە بینن لێ پشتی ئالیكاریێن بۆ هاتینە كرن ئەو خوزیارن هەموو ئەو كەسێن د چیای دا ماین بهێن رزگار كرن . +لێدوان\زەلامەك +كەسێن كو نە دچیای ژی دا بەلكو چاڤەرێ خێزان و كەس و كارێن خوە دكەن ل پرا پێشابورێ ئالیكاریا حكومەتا باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا بۆ كوردێن ئێزدی ب كارەك مروڤایەتی ل قەلەم ددەن . +لێدوان\زەلامەك +د ماوێ 4 روژا دا فروكێن جەنگی یێن باشورێ كوردستانێ و ئەمریكا ل هنداڤی چیایێ شنگالێ هەولا رزگاركرنا كوردێن ئیزدی ددا ئەو یەكە ژی بوویە جهێ سوپاسیێ ل جەم كوردێن ئێزدی . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNK ya ku serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû li bajarê Serê Kaniyê ligel berpirs û rayedarên Yekîneyên Parastina Gel YPGê civiyan. +Çavkaniyeke xwecihî taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda bi serokatiya endamê serkirdayetî û berpirsê malbenda YNKê li Mûsil Helo Penciwînê û endamtiya hinek berpirsên siyasî û ewlekariyê, nîvroja îro, çarşemê, ji bajarê Serê Kaniyê derketin û ber bi bajarê Dirbêsiyê ve birê ketin. +Derbarê hevdîtinên şanda YNK li Serê Kaniyê de , serokê Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li Serê Kaniyê Xalid Hecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, şanda ku hatibû Serê Kaniyê ti hevdîtin ligel Encûmena Niştimanî ya Kurd nekirine. +Şahidhalekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kiribû ku efserên ser bi Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNKê, roja duşema borî bi otomobîlên xwe yên taybet û tevî nîşan û pileyên xwe yên leşkerî li nava bajarê Qamişlo hatibûn dîtin. +Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Yekîtiya Niştimanî YNKê bi qaçaxî, ango ne di deriyê Sêmalka yê fermî re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. +Amed (Rûdaw)- Miftîgehê, destûr da navê Mizgefta Şex Seîd Efendî ya li navçeya Baglarê ya Amedê hatî avakirin +Avahiya Mizgefta Şêx Seîd Efendî ya ji beriya 3 sala li navçeya Baglarê destpêkirî di heyvên borî de hat temamkirin. Komeleya mizgeft ava kirî, serlêdana Miftîgeha Amedê kir û xwestin melayek ji mizgeftê re bê şandin. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Diyanetê sibata bori de melayek bo mizgeftê şand. + +Miftiyê Amedê Nîmetullah Erdogmuş ji Rûdawê re ragihand ku dê navên; Bedîûzeman, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî li mizgeftên Amedê tên çêkirin, bê dayîn. + +Erdogmuş diyar kir ku ji ber ku navê Şêx Seîd li mizgeftekê hatiye kirin, ew keyfxweş e. + +Duhî navê Qada Dagkapi ya ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatin darvekirin, ji aliye Encumena Şaredariya Mezin ya Amedê ve hat guhartin û bû Qada Şex Seîd. + +Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê destpêkir. Di demekî kurt de li bajarên Çewlîk û Elezîzê belav bû û di encamê de Şêx Seîd û 46 hevalên wî di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin darvekirin. + +Cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arşîva dewletê de nehatiye vekirin, nayê zanîn. + +Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şêx Seîd ";serhildanek olî"; bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber mafê kurdan derket. Çimkî komara nû avabûyî, mafên kurdan înkar dikir + +Enqere (Rûdaw)- Li bajarê Zaxo, ji bo êzidiyen ji Şingale ji ber şerê DAIŞê reviyayî kampek dê werê avakirin. + +Li gorî nûçeya AAyê Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê Tirkiyeyê (AFAD) ji bo bêmalên Başûrê Kurdistanê bingehê kampekê çêdike. Dê di kampê de 16 hezar kes cih bibe. + +Ev bêmalan, ji ber êrişênrêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) rêviyabûn. + +AFADê diyar kir ku 200 hezar kes rêviyane bajarê Dîhokê û Rojava ya Kurdîstanê. + +Tê texminkirin hejmara êzîdiyên ku çûne Rojava 30-40 hezar kes in û li Dihokê ji nêzikî 100 hezar kesên ji wan hene. Ji aliye din jî hat ragihandin ku 2 hezar kesên êzîdî derbasî Tirkiyeyê bûne. + +Êzîdiyên Tirkiyeyê dijîn dixwazin ew êzîdiyên yên ku ji cihên xwe bi neçarî hatin koçberkirin ji ber asîmîle nebin li gel wan bijîn. + +Piraniya êzidiyan li Iraqê dijîn. Lê gelekî wan koçe Tirkiyeyê, Firansayê, Almanyayê û Belçikayê kirine. + +Êzidiyên Tirkiyeyê li bajarê Amedê, Riha, Elihê û Mêrdînê dijîn. + +Êzîdiyen gundên Wêranşarê yên ku ji beriya niha bo çand û baweriya xwe ya olî biparêzin, encûmenek çêkirine. + +Hevserokê Encûmana Êzîdiyan a Wêranşarê Hikmet Yuksel got, ";Em naxwazin merivên me ji me dûr bikevin çimkî dikarin bikevin zehmetiya çand û baweriya xwe ya olî de. Merivên me ber ku asîmîle nebin, bila li gel me bijîn."; + +Enqere (Rûdaw)- Êrişên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) taybetî li Şingalê dijî êzidiyan, li Tirkiyeyê tên protestokirin. Serokên rêxistinên sendika û yên hokariyan sibê dê biçin Silopiyê. +Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Giştî de (KESK) hat ragihandin ku hezaran kes ku ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê reviyane. Daxûyaniyê de hat gotin ew taybetî êzidîne û halekî xirab de ne. +Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyar kirin ku serok û rêvebirên KESKê, Konfederasyona Sendikaya Karkerên Şoreşger, Yekitiya Odeyên Muhendisên Avahîsaz yên Tirk û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dê biçin Silopiyê. +Nûnerên di şandê de, wê li ser rewşa penaberan çavderiyê bikin û pêşniyarên çareseriyê wek raporekê ragihînin. +Li gorî daxuyaniyê li Silopiyê civîneke çapemeniyê jî dê saz bibe. + +Şingal-Dûgirê (Rûdaw)- Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li devera Dûgirê ya girêdayî nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ji nêzîk de şer û çepera hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê şopand û bi wan re hevpeyvîn kir. + +Helbet cara ewil e kameraya televîzyonekê dice devera Dûgirê ya girêdayî Sinûnê li Şingalê ji ber ku li wê derê di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de tenê kîlometrek (bi piyan derdora 10 deqe) heye. + +Ji aliyekî din, ew devera ku hêzên Pêşmerge girtiye deriyekî stratejîk e ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, ji ber ku yên ku li ser çiyê tên xwar ji wir re derbasî Rojava dibin û ji deriyê Sêmalka re dîsa derbasî aliyê Başûr dibin… + +Fermandeyê eniya Dûgirê Seîd Kêsteyî jî ji Rûdawê re got, ew tenê kîlometrekê dûrî Sinûnê ne lê vê gavê naxwazin herin nav Sinûnê çimkî erka wan niha tenê vekirin û parastina rêya rizgarkirina kesên ku li ser çiyayê Şingalê asê mane, ye. + +Washington (Rûdaw)- Şeva borî bi dema Hewlêrê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwarin ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin. + +Li gor çavkaniyeke hikûmeta Amerîka li Washingtonê, gefê gerîleyên PKK, ew hewla hêzên taybet ên artêşa Amerîka têkbirin, bo derxistina devera Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê. Ji ber ku Amerîka bi ti awayekî neamade ye ku hemahengiyê ligel PKK bike, ji ber ku heta niha navê PKK di nav lîsteya terorê ya Amerîka de ye. + +li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge li devera Şingalê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PKK ye li Rojavayê Kurdistanê, niha li Çiyayê Şingalê navendeke perwerde kirinê vekiriye bo endamên Tevgera Çaksazî ya Ezdî, ku ew tevger dibîne êzdî ne kurdin û neteweyek cûda ne, herwiha di hemû hilbijartinên devera Şingalê de, hevrikiya listeyên hevbeş ên Kurdî kiriye, herwiha dijatî di navbera gelek endamên wê tevgerê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de heye. + +Li gor daxuyaiya wî fermandeyê Pêşmerge, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzke ji Pêşmerge piştî 3 rojan, wate roja 6ê tebaxê, rêyeke rizgar bûnê bo 10an hezar kurdên êzdî vekir, ku ji bo xweparastinê çûbûn Çiyayê Şingalê û li wê de asê mabûn. + +Ew rê, ji Çiyayê Şingalê dest pê dike û di bajarokê Sinûn ê ser bi qeza Şingalê ve derbas dibe bo Rojavayê Kurdistanê. Li wê de jî kurdên derbedr ên êzdî carek din di deriyê Sêmalka ve derbarî qeza Zaxo li Başûrê Kurdistanê dibin. + +Piştî vekirina wê rêyê ji aliyê Pêşmerge ve, ku Pêşmerge bi hemahengî ligel YPG çûbû devera Şingalê û beşek ji wan bi helikopter li deverê daketibûn. Gerîleyên PKK û YPG, piştî ku Hêzên Pêşmerge ew rê vekirin, çûn ser Çiyayê Şingalê. Niha ew dixwazin baweriyê bi xelkê deverê bînin ku wan xelkê devera Şingalê parastine û Pêşmerge ew neparastine û naparêze jî. Herwiha çend carekê jî ajans û televîzyonên ser bi PKK ve, di her du rojên yekem ên girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, belav kirin ku wan bajarê Şingalê ji dest DAIŞê derxistine, lê ew bajar hê di bin destê DAIŞê de ye. + +Kurdên êzdî di derbedriyê de di rewşek gelek xirab de dijîn, heta niha zêdetirî 115 hezar bi rêya deriyê Sêmalka re gihiştine parêzgeha Dihokê. Ew dixwazin rojekê zûtir vegerin gund û bajarokên xwe. + +Şeva borî, ajansên nûçeyan ên cîhanî belav kirin ku, artêşa Amerîka li ser Çiyayê Şingalê daketibû da êrîşî çekdarên DAIŞ li Şingalê bikin, lê li gor zaniyariyên piştrast ên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji çavkaniyên agehdar ên hikûmeta Amerîka û çavkaniyên Kurdî, ew êrîşa ku amadekarî bo dihat kirin û navendên medyayî li Amerîka jî xwe bo wê amade dikirin, li ser Çiyayê Şingalê hat tekbirin, bi sedema gef û astengiyên gerîleyên PKK û YPG. + +Amerîka û welatên rojava, piştî êrîşa DAIŞ li ser Şingalê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, ragihandin ku ew alîkariya Pêşmerge dikin, bo bergirîkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Lê PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê siyasî yê PKK li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêjn ku divê ew piştgirî li her sê kantonên wan jî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Ew her 3 kanton heta niha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya (ENKS), ku mezintirîn eniya siyasî ye li derveyî PYD, êtîraf bi wan nekiriye. + +Kantona Cezîrê di 10ê tebaxê daxuyaniyek belav kir ku tê de rexne li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve kirin ku re piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê dikin, lê piştgiriya kantonên wan li dijî DAIŞê nakin. + + +Kobanî (Rûdaw)- Ev 3 rojin çekdarên DAIŞê navçeyên li derdora bajarokê Girê Spî li rojhilatê herêma Kobanî, bi çekên giran bombebaran dike û 3 sivîlên Kurd birîndar bûn. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku bombebaran gundên wek Kopirlig, Bîr Guno, Qurfilê û Selîp Qiran yên girêdayî Girê Spî duh jî berdewam bû. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encama wê bombebaranê de, jibilî ziyanên madî, 3 kurdên sivîl birîndar bûne ku yek ji wan jine. +Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, topek li mala berpirsê têkiliyên derve di rêveberiya demkî de li kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo ketiye. +Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî herwiha got ku DAIŞê derdora 6 heta 8 tankan li gundê Til Xedir bicîkirine û çekên xwe yên giran li navçeyên herêma Girê Spî bicih dike. + +Şingal (Rûdaw)- Keçên Kurdên Êzdî piştî ku rastî destdirêjiyê tên, xwe li nav Çiyayê Şingalê dikujin. Koçberekî Kurdê Êzdî li binara Çiyayê Şingalê dema ku dadiket xwarê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve dihat, ew bûyer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vegot. + +Ew koçberên Kurdên Êzdî, dibêjin ti carekî wek vê carê nedîtine Kurdên Êzdî bi vî awayî bên kuştin. + +Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ev 10 rojin rê ji bo koçberên Kurdên Êzdî li çiyayê Şingalê vekirine û her wek di dîmenan de diyar dibe, pêşmerge wê rêyê diparêzin heta ku digihine Rojavayê Kurdistanê. Gelek pêşmerge ligel çekên xwe zaroka hembêz dikin û hinek jî alîkariya dayik û bavên tînî û birçî dikin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Hêvîdar Ehmed û kameramanê hevkarê wî, ji bo cara yekê, wêneya wan koçberan kişandin ku ji çiyayê Şingalê dadkevin ku tam wek koçberya sala 1991ê ye, dema ku xelkê Başûrê Kurdistanê ber bi sînorên Tirkiyê û Îranê koç kirin. + +Xurmatû (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li gundê Îngîce yê ser bi qeza Xurmatû ve 5 çekdarên DAIŞê girtin. + +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, roja îro 14ê tebaxê, li gundê Îngîce li sînorê qeza Xurmatû, 5 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin. + +Çavkaniyê diyar kiribûn ku ew her 5 çekdarên DAIŞê derbasî sînorê Pêşmerge bibûn û çûbûn nav kargeha çîmento li nêzî gund, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdisatnê, Osman Ocalan ragihand ku, ne fermande û nejî leşkerên Kurd xwe ji êrîşên DAIŞê re amade nekiribûn, ev yek bû sedem ku hin cih an vala kin. Hevdem dibîne ku ";PKK dixwaze kantona 4em li Şingalê ava bike."; + +Osman Ocalan di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, amaje bi beşdariya PKK di şerê azadkirina Mexmûrê de dike û dibêje: ";Wek hêzek ku were li dijî DAIŞê şer bike cihê spasiyê ye, çi YPG be yan jî HPG, lê pêwîste ew beşdarî kirin bo armancên neteweyî be ne bo armancên partîtî yên tesk be."; + +Bi nêrîna Osman Ocalan, piştî çêbûna valaiyekê li wê navçeyê, YPG dixwaze destkefteke mezin ji xwe re bidest bixe û xwe li hinek navçeyên Kurdistanê bi cih bike."; Li gor gotinên wî ";Ev jî nêrînek neraste, PKK dixwaze kantona çarem li Şingalê drûst bike."; + +Herwiha navborî got: ";PKK di danûstandinên xwe de ligel Tirkiyê dibêje, ez dewletê naxwazim, lê ji hemû hêzekê zêdeti PKK hêz û desthilatê dixwaze, eger derfet jê re vebe dê dewleta herî bihêz ji xwe re ava bike."; + +Osman Ocalan balê dikşîne ser pêvajoua aştiyê û dibêje: ";Bi sedme ku pêvajoya aştiyê gihştiye wê yek ku divê PKK çekên xwe dane, dixwaze cihekî ji xwe û çekdarên xwe re peyda bike û li wê de wan biparêze, bi nêrîna wan jê dibe ku ew cihê Şingal be."; + +Navborî amaje kir ku, di nava PKK du pask henek ";Baskê tesk ê leşkerî, ligel baskê netweyî ku ê birêz Apo û Murad Qereylan e, lewma Apo pêdagirî li ser gorêdana kongreyê neteweyî dike, daxwaza wî jî di cihê xwe de ye."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) ji wan kurdên êzîdî yên ku ji ber êrişên DAIŞê ji devera Şingalê reviyane parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê, kampan çêdike. + +Saziya AFADê ku girêdayî Serokwezîriya Tirkiyeyê ye, li devera Şariya ya Dihokê dest bi çêkirina kampekê ji kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, kir. + +Li gorî AAyê, AFAD kampeke din jî li devera Bêsîva ya bajarokê Zaxoyê yê girêdayî parêzgeha Dihokê çêdike. + +Li gorî nûçeyê, di her kampekê de 10 hezar kes dê bên bicîhkirin. + +Li gorî agahiyên ku rayedarên AFADê dane, ew kamp dê ji çadiran bên avakirin û dê li gorî mercên zivistanê jî bên hazirkirin. + +DAIŞê roja 3ê Tebaxa îsal bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ku girêdayî Mûsilê ye, girtibû ji ber wê jî bi hezaran kurdên êzîdî yên wê deverê neçar mabûn ji wir birevin û berê xwe bidin çiyayê Şingalê û deverên din ên Herêma Kurdistanê. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê tenê ji Rojava û Başûrê welatê me re xeterê çênakin ji ber ku Rojhilatê Kurdistanê jî hêdî hêdî dikeve ber pêlên vê belayê. + +Li gorî ajans û malperên Rojhilatê Kurdistanê, çend rojan beriya niha li bajarê Bane yê girêdayî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdisanê, hinek xort bi motorsîkletan dixwestin rewşa bajêr aloz bikin û li gorî agahiyan bi siloganan pişta DAIŞê digirtin. + +Li gorî ajansa KurdPayê, wan xortan kincên sosret ên mîna çekdarên DAIŞê li ber kiribûn û bi siloganan alîgiriya DAIŞê dikirin. + +Li gorî nûçeyê, piştî ku wan xortan xwepêşandana xwe kirin û ji hev belav bûn hêzên ewlehiyê çûn cihê xwepêşandanê lê ti kes ji ber vê bûyerê nehat girtin. + +Tê gotin, çend roj berê li taxa Aviyer li bajarê Sine jî hinek kesan bi navê DAIŞê gef li xelkê xwarine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin dîsa dest bi şerê çekdarî bikin. Pêşmergeyên hinek ji partiyên rojhilatî niha li eniyên şerê li dijî DAIŞê li Başûr in û alîkariya hêzên Pêşmerge yên Başûr dikin. Hinek ji wan jî amadebûna xwe nîşan dane lê heta niha neçûne eniyên şer. + +Piştî ku çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê êrişî hinek deverên Başûrê Kurdistanê kirin 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku bingeh û navendên wan li Başûrê Kurdistanê ne, amadebûna xwe nîşan da ku li dijî DAIŞê şer bikin. + +Ji wan 5 partiyan 3 partiyan hêzên xwe şandin eniyên şer: Partiya Demokrat a Kurdistana Îran (PDKÎ), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) û Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê (SXKÎ). + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yek ji baskên Komeleyê jî amadebûna xwe nîşan dan ku tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin. + +Nêzîkî 10 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene ku hemû jî li Başûrê Kurdistanê ne lê ji ber guvaşên rêjîma Îranê şerê çekdarî li dijî rêjîmê dane sekinandin. Niha dîsa dest bi xebata çekdarî kirine lê vê carê li dijî DAIŞê nek li dijî Îranê. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKÎ roja 7ê Tebaxa îsal derdora 250 pêşmergeyên xwe sand yek ji eniyên şerê li dijî DAIŞê. + +Fermandeyê wê hêza PDKÎ Rostem Cehangîrî ji malpera fermî ya partiya xwe re gotibû, hêzên wan karîn li devera Guwêr-Mexmûrê hinek gundan ji destê DAIŞê derbixin û çend çekdaran jî dîl bigirin. + +Rostem Cehangîrî her wiha ragihandibû, ew li ser daxwaza fermî ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê çûne şer û li ser daxwaza wan jî hêzên xwe paşve kişandine. + +Dihat gotin ku ji ber guvaşa Îranê hêzên PDKÎ ji eniyên şerê li dijî DAIŞê vekişiyane lê Cehangîrî diyar kiribû ku ti belgeyek ku nîşan bide ev tişt rast e, tine lê ew tenê li ser daxwaza Herêma Kurdistanê hêzên xwe vekişandine. + +Partiya Azadî ya Kurdistanê yekemîn partiya rojhilatî bû ku hêzên xwe sand eniyên şer. Wê partiyê roja 6ê Tebaxa îsal komek pêşmergeyên xwe şand nêzîkî çiyayê Şingalê da ku li wir alîkariya pêşmergeyên Başûr bikin. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî û amadebûna xwe ji bo alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da û ragihand, Başûrê Kurdistanê destkeftek mezin ê kurdan e lewma ew amade ne her cure alîkariyekê bidin hikûmetê. + +Jibilî partiyên siyasî, xelkê sivîl li Rojhilatê Kurdistanê jî bi komkirina alîkariyan ji gelên Şingal û Kobanê re piştgiriya xwe bo kurdên Rojava û Başûr di şerê li dijî DAIŞê de anîn ziman. + + +Qamişlo (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ragihand, ew alîkariya kurdên êzîdî yên ji çiyayê Şingalê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne dikin û wan derbarî aliyê Başûrê Kurdistanê dikin. + +Berpirsekî PDK-Sê ji Rûdawê re got, ew li Rojavayê Kurdistanê xwarin û otomobîlan ji kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê her wiha li ser çiyayê Şingalê reviyane Rojavayê Kurdistanê, dabîn dikin. + +Ji aliyekî din, Yekitiya Xwendekaran a PDK-Sê jî alîkariya penaberên Şingalê dike. + +Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr jî alîkarî ji kurdên êzîdî re tê komkirin. + +Tê zanîn, piştî ku DAIŞê devera Şingalê girt gellek ji kurdên êzîdî yên wê deverê reviyan Rojavayê Kurdistanê her wiha ew kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mabûn, piştî ku tên rizgarkirin derbasî Rojavayê Kurdistanê û ji wir jî dîsa derbasî Başûr dibin. + +Operasyonên rizgarkirinê heta niha jî didomin. + +Haber Merkezi- Irak - Şam İslam Devleti (IŞİD) örgütü, Rojava ve Güney Kürdistan'dan sonra Doğu Kürdistan’da da (İran Kürdistanı) görülmeye başlandı. +Doğu Kürdistan’ın Sine’ye bağlı Bane nahiyesinde kargaşa çıkarmaya çalışan motosikletli bir grubun, IŞİD lehine sloganlar attığı bildirildi. + +KurdPa adlı haber sitesine göre, IŞİD mensubu kıyafetleri giyen motosikletli kişiler, halkı tehdit etti. +Habere göre, güvenlik güçleri olay yerine gelmesine rağmen, gözaltına alınan olmadı. +Haberde, daha önce de Sine kentinin Aviyer Mahallesi'nde bazı kişler IŞİD örgütü adına halkı tehdit etmişti. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêza bi navê ";Hêzên Parastina Şingalê"; ku ji gerîlayên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pêk tên û vê dawiyê ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, ragihand ku wan li ser çiyayê Şingalê ti astengiyek ji hêzên Pêşmerge û Amerîkayê re dernexistine tenê ";ji bo di navbera gelê Şingalê û pêşmergeyan de alozî dernekeve ketine navbeyinê";. + +Rûdawê îro raporek li ser bûyerên duh bi şev ên li ser çiyayê Şingalê di navbera gerîlayên PKK-YPGê û hêzên Pêşmerge û Amerîkayê de derketibû, belav kir. + +Di rapora Rûdawê de hatibû eşkerekirin ku hêzên PKK-YPGê pilana êrişa hêzên Pêşmerge û Amerîkayê li dijî çekdarên DAIŞê li devera Şingalê asteng kirine. + +Piştî vê yekê, Hêzên Parastina Şingalê ku ji gerîlayên PKK, YPG û YBŞê pêk tên di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Rûdawê da û ragihand, hêzên Pêşmerge hatin ser çiyê lê gelê Şingalê ";nedixwestin wan bibînin"; lewma ji bo ku di navbera wan de alozî dernekeve gerîlayan navbeyinkarî kiriye û rewş aram kirine. + +Di beşek din a daxuaniyê de jî hat gotin ku çiyayê Şingalê di bin ewlekariya hêzên HPG, YPG, YBŞê de ye, yên dixwazin alîkariyê bikin bila di binê vê ewlehiyê de alîkariyan bigihînin gelê Şingalê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew rayedarên ku di bûyera Şingalê de xemsarî kiribûn ji kar hatin dûrxistin. Barzanî da zanîn, lêjneyek ji bo lêkolînkirina bûyerên Şingalê hatiye pêkanîn. + +Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê hêzên parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev li ser rewşa Şingalê û bûyerên ku li wir çêbûne, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. + +Mesûd Barzanî di daxuyaniyê de diyar kir ku Kurdistanê bi awayekî wêrek li hember êrişên dirrindane yên terorîstan parastina xwe dike û civaka navdewletî û welatên dost jî piştgirî û alîkarî dikin. + +Barzanî her wiha got ku bi hêviya Xwedê û îradeya gelê kurd û hêzên Pêşmerge dê terorîstan jinav bibin û tola şehîd û awareyên Şingalê û trajediya ku bi ser gelê wê deverê de hatiye dê bê standin. + +Fermandeyê giştî yê hêzên parastina Herêma Kurdistanê her wiha spasiya hêzên Pêşmerge ku rêyek ji bona rizgarkirina kurdên êzîdî li ser çiyayê Şingalê vekirin her wiha spasiya Amerîka û welatên dost kir ku alîkariya Kurdistanê kirin ji bona rizgarkirina gelê Şingalê. + +Mesûd Barzanî eşkere kir ku ew berpirs û rayedarên siyasî, serbazî û ewlehiyê yên ku di parastina devera Şingalê de xemsarî kiribûn ji kar hatine dûrxistin û got, lêjneyek jî ji bo lêkolînkirina vê rewşê hatiye pêkanîn. + +Barzanî anî ziman, ew berpirs û rayedar diviya li wê derê bimana û canê xwe fîda bikira û Şingal bernedana û wiha got: ";Wan soz dabûn min li wir bimînin û li kêleka wan pêşmergeyên ku mîna şêran şer kirin û man, şer bikirana."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk, TEV-DEMê, Aldar Xelîl aşkere kir ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) soz daye ku çadiran di rêya helîkopteran ji koçberên Şingalê yên ku li Rojavayê Kurdistanê dimînin, bişînin. +Aldar Xelîl destnîşan kir ku tevî derfetên kêm jî ew hewl didin hemû cureyên alîkariyan pêşkêşî koçberên Şingalê bikin. +Aldar Xelîl herwiha got ku wan têkilî bi Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mirovî re danîne ji bo alîkarîkirina koçberên Êzdî û Neteweyên Yekbûyî jî soz daye ku ji bo koçberên Şengalê bi riya helîkopteran çadiran bişînin Rojavayê Kurdistanê. +Bi gotina Aldar Xelîl, Netewên Yekbûyî 400 çadir ji bo Kampa Penaberan a Newroz şandine, lê rêveberiya deriyê sînor ya Pêşxabûr nehişt ew çadir derbasî Rojava bibin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku kudeta ango derbeya leşkerî ya 12 îlona 1980 li Tirkiyê pêk hat, bi 100an hezar siyastemedar, rojnamevan, mafnas û rewşenbîr li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin girtin, û hemû partiyên siyasî jî qedexebûn, û dehan hezar kes derketin derveyî Tirkiyê, lê para herî mezin ji wan êrîşan, gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dît. + +Partiya Karkerên kurdistanê PKKê ku di sala 1987an de nû hatibû damezrandin, ew jî weke partiyên Kurd ên din, hat qedexe kirin, û piraniya endamên wê yan hatin girtin yan jî derketin derveyî Tirkiyê, û kesên ku derketine derve piranî li Libnanê tev tevgerên Filistînî cih girtin, û têkiliyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re çê kirin. + +PKKê di kongireya xwe ya duemîn, ku 25 tebaxêli darxistibû, biryara destpêkirina şerê çekdarî li Bakurê kurdistanê stand, û ji ber wê dest bi amadekariyan kir, û grûpên lêkolîn, tevger û amadekariyê rêkirin Bakurê Kurdistanê. + +Partiya Karkerên Kurdistanê roja 15 tebaxê wek roja ragihandina şerê çekdarî diyar kir, lê ew roj li cem çepgir û şoreşgerên wê demê gelek bi wate bû, ji ber ku di roja 15 tebaxê serokê şoreşa Viyatnamê Hoşî Mine, serxwebûna welatê xwe di sala 1945an de ragihand û ew jî bû yekem serokomarê Viyatnamê, di heman rojê de jî şoreşa ku Mahatma Gandî birêve dibir, gihîşt armanca xwe ,û di 15 tebaxa 1947an de serxwebûna Hindistanê hat ragihandin, di heman demê de ew roj rojbûna Napilyon Ponapart û serokê leşkerî yê şoreşa Viyatnamê Fongwîn Ciyab, bû. + +Roja 15 tebaxa 1984an de Partiya PKKê di bin serokatiya leşkerî ya serfermanderê Hêza Rizgariya Kurdistanê HRKê Masûm Korkumaz nasnav Egîd êrîş bir ser du bargehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li navçeya Dihê ya bi ser bajarê Sêrtê û navçeya Şemzînana Colemêrgê li Bakûrê Kurdistanê, û çend leşker kuştin û hejmarek birîndar kirin. + +Dewleta Tirkiyê di destpêkê de ti girnîgî bi wan êrîşan neda, lê piştî ku hêzên HRKê êrîşî navendekî jandirmeyan li Sêrtê kir, û sê serbazên zêrevanî yên serokomarê Tirkiyê Kenan Evren têde hatin kuştin, û çend êrîşên din li navçeyê Gevera Colemêrg û Çelê de pêk hat, êdî dest bi operasyonên leşkerî kir, û şerê gerîla û artêşa Tirkiyê dest pê kir. + +Li gor hejmarên ku dewleta Tirkiyê derbarê kesên ku di şerê sî salî ya di navbera hêzên gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji 15 tebaxa 1984an heta agirbesta newroza 2013an de zêdetirî 45 hezar ji herdu aliyan jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha hijmara rastî yên kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye diyar kirin. + +Rêberê PKKê Abdula Ocalan ji girtîgeha xwe li girava Îmraliyê û di encama pêvajoyek di navbera wî û dewleta Tirkiyê de, roja 21 adarê Newroza 2013an li Amedê agir best ragihand, û rê li pêşiya pêvajoyeke siyasî aşitî û çareseriyê vekir, û li gor piraniya siyasetmedar û şirovekarên siyasî li Tirkiyê û Kurdistanê, ew roj roja bidawîbûna şerê çekdarîye li Bakurê Kurdistanê, û di wê rojê de şerê ku Masûm Korkumaz Egîd dest pêkir, bi dawî tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- berpirsê rêxistinê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Elî Îskan ragihand ku li kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, pêwîstiya 500 zarokî bi şîr heye. + +Elî Îskan taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku, li kampa Newroz a li Rojavayê Kurdistanê, ku koçberên Çiyayê Şingalê tê de dimînin, rewşa 500 zarokî xirabe û pêwîstiya wan bi şîr heye. + +Îskan da zanîn jî ku, tevî nebûna şîr, pêwîstiya wan zarokan bi derman û alîkariya pizîşkî heye. + +Herwiha hişiyarî ji wê yekê da ku, eger bi awayek bilez şîr negihe her 500 zarokên li kampê, dê jiyana wan têkeve metirsiyê de. + +Wî berpirsê UNICEF aşkere kir jî ku, li kampa Newroz nêzîk 12 hezar koçberên Şingalê dijîn û kêmbûnek berçav di hemû pêdiviyên wan de hene. + +Kampa Newroz dikeve bakurê bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Parastina Şingalê piştrast kirin ku wan amadekarî bo êrîşeke Hêzên Pêşmerge û efserên Amerîkî bi mebesta zadkirina devera Şingalê, têkbirin, ku duh Rûdawê ew nûçe belav kiribû. + +Şeva 13 li ser 14ê tebaxê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwaribûn ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin. + +Li gor mdeyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Şinaglê, di nivîsekê de ragihandin ku sedema têkbirina wê êrîşa bo azadkirina Şingalê ewe ku ";Xelkê Şingalê nerazîbûna xwe anîne ziman û nexwazin Pêşmerge li wê navçeyê bimînin."; + +Rêgirtin li vê êrîşa Pêşmerge û efserên amrîkî bo azad kirina Şingalê, di demekê de ye ku ji 3ê tebaxê ve ew qeza di bin kontrola çekdarên rêxistina DAIŞê de ye, li gor raportan, heta niha bi sedan kurdên êzdî li ser destê çekdarên rêxistina navborî li wê de kuştine, herwiha kurdên êzdî li her çar aliyên Kurdistanê û seranserê cîhanê daxwaz dikin ku dervera wan ji dest DAIŞê bê azad kirin. + +Hêzên Parastina Şingalê, ku piştî girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve ji gerîleyên PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tevî hejmarek ji xortên êzdî yên ser bi Tevgera Çaksazî ya Êzdî ve, pêk tê. Ew tevger jî xwe bi ser neteweya kurdin nasnakin û dibêjin ku ew ji netewek cuda ne. + +Li wê deverê jî, Hêzên Parastina Şingalê rê nadin ku ti alîkarê bêy wan bo xelkê Şingalê bên şandin, di vê barê de hêza navborî di nivîsa xwe de dibêje: ";Berî du rojan me daxuyanî dabû û me ragihandibû ku Çiyayê Şingalê di bin kontrola hêzên hevbeş de ye, her aliyek bixwaze alîkariyê bike, em dê bi hemahengî wê alîkariyê bighînin gelê xwe."; + +Li Rojavayê Kurdistanê jî, rêxistinên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê leşkerî yê PKK li Sûriyê ye, rêgirî li her hewlekê bo pêşkêş kirina alîkariyên mirovî bi koçberên Şingalê dikin, ên ku li Tirbespiyê, Girkê Legê û kampa Newroz li Dêrikê bi cih bûne. + +Li kampa Newrozê jî, duh 14ê tebaxê, berpirsê rêxistinaê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji Rûdawê re ragihand ku jiyana 500 zarokî ji koçberên Şingalê di metirsiyê de ye, ji ber nebûna şîr. + +Düsseldorf (Rûdaw)- Alîkariyên destpêkê ji welatê Almanya îro digihije Başûrê Kurdistanê. + +Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan ya almanî DPA, îro wê arîkariyên destpêkê ji Almanyayê bigihijin Kurdistanê. + +Herwiha DPA diyar kir ku ew alîkarî dê bi rêya 4 balafiran wê alîkariyên tendirustiyê û xwarin bê Hewlêrê. + +Şandina van alîkariyan piştî wê yekê tên ku duh, hikûmeta Almayayê diyar kiribû ku ewê li dijî êrişên DAIŞê li hemberî herêmên kurdî arîkariyê ji Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan re bişîne. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlementera Kurd li Bexdayê, Viyan Dexîl spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir li ser şopandin û romalkirina bûyerên Çiyayê Şingalê û got: ";We ti kêmasî nekir."; + +Viyan Dexîl ku li ser kota kurdên êzdî niha endama Parlementoya Iraqê ye, berî çend civînan di parlementoyê de bi girî bang li civaka navdewletî kir ku bi hawara kurdên êzdî ve herin, dîmenên giriyê wê di parlementoyê de li medyaya cîhanê deng veda. + +Dexîl di nav wê balafirê de bû ku hefteya borî bi rizgar kirina derbiderên li ser Çiyayê Şinaglê çûbû, lê bi sedema giraniya bar ew balafir hat xwarê, di vê barê de Viyan Dexîl ji Rûdawê re got: ";Rewşa min a tenduristî cîgîre, lê parsû û lingekî min şikestine, herwiha spasiya xelkê Kurdistanê kir ku telefona wê kirin û li rewşa wê pirsîn, herwiha red kir ku SErokê Amerîka Barack Obama telefon bo wê kiribe da li rewşa wê bipirse. + +Herwiha Dexîl balkişand li ser şopandin û romala Tora Medyayî ya Rûdawê ji bûyerên Şingalê re û spasiya Rûdawê kir û got: ";Birastî di wê karesata mirvî de yak u biser xelkê Şingalê de hatiye, we kêmasî nekir, rola we mezin bû di gihandina rewşa êdziyên ser Çiyayê Şingalê."; + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Kampa Basirme ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, agir ket du konên koçberan de û di encam de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor zanyariyên ku gihane Tora Medyayî ya Rûdawê ji Kampa Basirme ya penaberên rojavayê Kurdistanê, kurekî 2 mehî û keçeke 5 salî ji ber şewata konekî jiyana xwe ji dest dan. + +Li gor pêwendiyeke telefonî ligel penberekî ji wê kampê, sedema vê bûyerê ew bû agir ji bapora xazê avête kon û eger sîtêra avê ne li wê derê ba dibû ku kamp di nav agirekî gurr de têk çûba. + +Metirsî ji vî agirî ewe ku yek metro tenê di nav konekî û yê din de heye didemekê de ku bingehên (qaîdeyên) nû ji bo konan amade ne lê hîn jî ew radestî penaberan nekirine. + +Kampa Basirme ser bi bajarokê Şeqlawe yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye û taybet bi koçberên Rojavayê Kurdistanê ye. + + +Dûbiz (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên amerîkî pêgehên çekdarên DAIŞê li gundên başûr-rojavayê bajarokê Dûbiz topbaran kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Dûbiz ragihand ku, îro, 15ê tebaxê, Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên amerîkî êrîşeke berferehî ezmanî û bejayî li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kirin û pêgehên DAIŞê li gundên Melhe, Betmel û Mahus bi tundî topbaran kirin. + +Êrîş zêdetir ji 3 demjimêran dirêj kir û tê de hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji hinek navçeyên başûrê-rojavayê Dûbz DAIŞ vekişiya. +Şingal (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê zilamên gundê Koçê yê girêdayî bajarokê Şingalê ku hemû kurdên êzîdî ne, komkuj kirin. + +DAIŞê mohlet dabû xelkê gundê Koçê yê Şingalê ku bibin misilman lê ji ber ku gundiyan ew yek qebûl nekiribû, hemû zilamên gund ji aliyê çekdaran ve hatin komkujkirin û jin û zarokên wan jî birin devera Tileferê ya Mûsilê. + +Berdevkê Civata Rûhanî ya Êzîdiyan Kerîm Silêman, ev bûyer ji Rûdawê re piştrast kir. + +Gundê Koçê li başûrê rojhilatê Şingalê ye û 20 kîlometran dûrî bajêr e. Nifûsa gund 1200 kes in. + +Dêrsîm (Rûdaw) - Ji alîkariyên ku Şaredariya Dêrsîmê tên komkirin, ket ser rêya Şingalê. +Helmeta alîkariyan ku di bin serperiştiya Şaredariya Dêrsîmê de bi piştevaniya dêrsîmiyan û saziyên civaka sivîl ji 11ê Tebaxê vê hatiye destpêkirin, duh kamyoneke xorak û kelûpelên alîkariyê ber bi Şingalê ve bi rê ket. + +Alîkariyên ku bi hevkariya gelê Dêrsîmê di demeke kurt de li komyonê hatin barkirin, dê bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve derbasî Rojava bibe û ji wir jî ji bo Kurdên Êzdî dê bên veguhestin ku Kurdên Êzdî ji ber hovîtî û terora rêxistina fanatîk a bi navê DAIŞê penahende bûne, terkeser bûne û hinek jî li Çiyayê Şingalê asê mane. +Helmeta alîkariyê ya ku ji bo piştevaniya Kurdên Êzdî yên rastî komkujiyê tên, dê 30 rojan berdewam bike. Di vê demê de kengê xorak û kelûpelên alîkariyê gihîşt kamyonek dê ber bi Şingalê bi rê bikeve. + +Alîkariyên ku ji xorak û kelûpelên wekî av, ard, piskivît, qilç û paçên binê pitikan, pepe û mamayên zarokan, şîr, derman, cilûbergan pêk tên; dê di demeke kurt de bigihêje Kurdên Êzdî yên Şingalê ku mexdûrên hovîtî û terora DAIŞê ne. +Kesên ku dixwazin bibin piştgirê vê helmetê dikarin bi Şaredariya Dêrsîmê re pêwendiyan dayne ku alîkariyên hemwelatiyan heta 11ê Îlonê li avahiya şaredariyê bên komkirin. + + + +Şingal (Rûdaw) – Keç û jinên êzîdî yên ketine destê DAIŞê dema rastî destdirêjiya çekdarên wê rêxistinê tên xwe dikujin. Yek ji êzîdiyên ku li ser çiyayê Şingalê asê mabû, dema ji çiyê dadiket li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî. + +Piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin, bi dehan hezar xelkê wê deverê ku pirraniya wan kurdên êzîdî ne ji tirsa DAIŞê berê xwe dan çiyayê Şingalê lê ji ber girtina rê ji aliyê çekdaran ve li wir asê man. + +Lê hêzên Pêşmerge karîn rêyekê vekin da ku wan awareyan rizgar bikin. Yên ku li ser çiyê rizgar dibin deestpêkê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin paşê ji deriyê sînorî yê Sêmalka re dîsa derbasî Başûr dibin. + +Rûdaw di dema daketina awareyan ji çiyayê Şingalê li wir bû û rewşa awareyan şopand… + +Tişta herî biêş ew bû ku yek ji awareyan ji Rûdawê re got, keç û jinên ku rastî destdirêjiya çekdaran tên xwe dikujin… + +Zaxo (Rûdaw) – Yek ji endamên berbiçav ên PKKê bi navê Osman Balîç ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li Başûrê Kurdistanê dijiya, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Rayedarekî ewlehiyê yê Başûr dibêje, destê PKKê di vê bûyerê de heye. +Endamê berê yê PKKê Osman Balîç, ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dijiya, şeva 7ê Tebaxa îsal ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hat kuştin, di bûyerê de keça wî ya bi navê Rewşen ku 3 salî bû jî hat kuştin. + +Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji rayedarekî ewlehiyê yê Zaxo bidest xistine, şeva 7ê vê mehê saet 00:10 2 çekdarên nenas li ser dîwarê hewşa mala Osman Balîç re dikevin mala wî û derbasî odeya xewê dibin û wî bi 6 gulleyan dikujin, dema hevjîna Balîç dixwaze keça xwe rizgar bike gulleyek jî li keçkê dikeve ew jî jiyana xwe ji dest dide. + +Wî berpirsê ewlehiyê li ser girtina tohmetbaran jî ji Rûdawê re got, heta niha ti kes ji ber vê bûyerê nehatiye girtin ji ber di demê de ti kesî ew nedîtine û cîranên wan jî hemû raza bûn lê li gorî lêkolînan xuya ye ku hêzeke siyasî li pişt vê bûyerê de ye û ew hêz jî PKK ye ji ber ku Osman Balîç bibû endamê PDKê. + +Wî rayedarî da zanîn ku heta niha lêkolîn li ser bûyerê didome û cenazeyê Balîç jî li pijîşkiya dadê ye. Dê di nav çend rojên bê de encamên lêkolînê ji raya giştî re were eşkerekirin. + +Li ser endamtiya Osman Balîç di PDKê de berpirsê liqa 8 a PDKê ji Rûdawê re got, dema Osman Balîç hat Zaxo yekser bû endamê PDKê. Ti berpirstiyeke wî ya fermî nebû lê tenê endamê partiyê bû. + +Li gorî hinek endam û kadroyên PDKê yên Zaxo, kuştina Osman Balîç terorkirina Azad Dêrikî tîne bîra wan. Azad Dêrikî sala 1992an ji PKKê veqetiyabû û bibû endamê PDKê. + +Dihok (Rûdaw)- Derbiderên kurdên êzdî ku bi rêya Şingalê dighin Başûrê Kurdistanê piştî pêşwazîkirina wan li xala sînorî û pêşkêşkirina pêdiviyên sereke bo wan, bo kamp û dibistanan li Dihokê tên veguhetsin. + +Hejmarek ji wan derbideran li Navenda Laleş a rewşenbîrî û civakî li bajarê Dihokê bi cih bûne. + +Li Navenda Laleşê, bêtir ji yek hezar derbider dihewîne, rojane jî ew hejmar zêde dibe, ku deriyê hol û hemû odeyên xwe bo hewandina wan derbideran vekiriye. + +Li gor peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dihokê, Pêşewa Behlewî, pêwîstiyên rojane ji xwarin û vexwarin û kelûpelan ên derbideran ji aliyê rêxistinên hawarçûnê, rêxistinên xêexwazî, rêxistinên civakî û kesayetiyan tên pêşkêş kirin. + +Avahiya, Navenda Lalişê biqasî 2 milyar dînar hatiye avakirin û bi nûtirîn kerset û kelûpelan hatiyû amade kirin. + +Amed (Rûdaw) - Piştî êrişên çekdarên DAIŞ'ê li dijî xelkê Şingalê, gellek kes koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. 15 saziyên sivîl ên îslamî li Amedê çûn serdana koçberên Şingalê û banga piştevaniya êzîdiyan kirin û êrişên DAIŞ'ê jî bi tUndî şermezar kirin. + +Li Amedê hin serok û nûnerên saziyên sivîl ên îslamî çûn serdana xelkê Şingalê ku piştî êrIşên çekdarên DAIŞ'ê koçberî Amedê bibûn. + +Saziyên sivîl di serdanê de civîneke çapemeniyê jî pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de saziyên sivîl ên îslamî êrişên çekdarên DAIŞ'ê bi tIndî şermezar kirin. + +Serokê Platforma Xwevegerînê Fikrî Amedî: ''Em vê rêxistina ku teror û zilmê li ser miletê me dike bi tundî şermezar dikin. Armanca wan talankirina welat û warê kurdan e. Dixwazin destkeftiyên Kurdistanê têk bibin.'' + +Saziyên sivîl ên îslamî diyar kirin ku çekdarên DAIŞ'ê him êrişî ola êzîdiyan him jî êrişî nasnameya wan a netewî kirine û divê ku xelkê Amedê xwedî li koçberên Şingalê derkeve… + +دناڤبەرا ئولا ئیزدیا و ھەر ئولەکادی کریڤانتی چێدبیت کەسێ کو کریڤێ خوینێن بێت ژی دگەل مال باتەکێ ئیدی ئەو ھەر دوو مالبات دخوشی و خوەشێن ھەڤدو دا دبەشدارن لێ بەشەک ژ ئیزدین کو ژ سەرێ چیاشنگالی ھاتنە و کریڤێن خوەێن عەرەب بێ وەفا دبینن ھەتا بێژن کو مەئەو بچاڤێ سەرێ خوەدیتنە کوان دگەل چەکدارێن داعش ھیرشکریە سەر گوندێن مە. +تێکست +ئیزدی ئەڤ رەوشا نوکەکەڤیتە تێدا بەشەکێ وێ ژ بو بێوەفایا کیڤێن خوەێن خوینێ دھژمێرن، ئەڤی کالە مێرێ ئێزدی پشتی بوراندنا چەندین سالێن کریڤانیتێ دگەل خێزانەکا عەرەب کو گوندێن وانیێن ھەڤ سنوربون، وەکو ئەودبێژیت کو کریڤێن وان یێن خوینێ ملل بمللێ چەکدارێن داعش ھێرش کەر سەر، ھەروەسا دبێژیت: ئەگەر ژحەیفا ڤی ژیێ خوەیێ مەزندا نە ئەو دا تەرکا عەگالا ل سەرێ خوە ژیکەت. +١.جندو عەبدو: پەنابەر +کریڤانتی ئیک ژ پلێن ھەر بەرزێن مروڤاتی یە پشتی سویندخوارن و سوزدانێ دناڤ ئولا ئیزدیادا، لێ ھندژکوردێن ئیزدی کیفێن خوەیێن خوینێ بچاڤێن خوە دیتن دگەل چەکدارێن داعش و بێوەفابون لھەمبەری کریڤانین خوە .............. +٢. جولو سەیدو: پەنابەر +چەکدارێن داعش ھەتانوکە بوکەسێ نەبونە مال و بو ئەو عەرەبێن دەست ژکریڤانیا ئیزدیا ژی بەردای دبیت نەبنەمال لوی دەمی وەکو کورد دبێژن ئەگەر شاخێن پەشیمانا ھاتبان دایێن بێوەفیێن کریڤانتێ لبەر عەسماناچن، چونکی ئیزدی ژ بو کریڤێن خوە نانی ژ دەڤێ زاروێن خوە دەریخن داکو بدەنە کریڤێ خوە......... +٣.ئلیاس براھیم:پەنابەرێ چیایێ شنگال +ئیزدیا ھندەک دوسێن جارا نوکە بوخوە دژمندیت کریڤانیێ کو خویناجانێ زاورێ خوە بو بەردا ل ھەست و مروڤانیا خوە بێ وەفا بون. + +Dihok (Rûdaw) – Malbatên mexdûr ên teqîna 14ê Tebaxa 2007an a deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidirê yên girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di nav trajediyekê de trajediyeke din bibîr tînin. + +Beriya 7 salan li deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir ên bajarokê Şingalê ku niha ketine destê DAIŞê, di encama teqîna 4 kamyonên bombekirî de 312 kes şehîd bûn û 700 kes jî birîndar bûn. + +Malbatên mexdûr ên wê bûyerê îsal di koçeriyê de û bi êş û hêsirên çavan miriyên xwe bibîr tînin. +Ji malekê 22 kes di bûyera 2007an de jiyana xwe ji dest dane. Xunav, endameke wê malbatê ye û ew nikare mîna endamên din ên malbatê bêdeng bimîne lê bi hêsiran wan bibîr tîne… + +Xelkê deverên Gir Izêr û Sîba Şêx Xidirê nizanîbûn dê di salvegera wê teqîna bêbext de bêbextiyeke mezintir bi ser wan de were û komeke çeteyan a mîna DAIŞê dê war, welat û namûsa wan bihetikîne…. + + +ئاوارهيێن چيايێ شنگالێ. ڤی تی. +غهريب مهجيد +رووداو زاخۆ. +ئاوارهيێن چيايێ شنگالێ ئهوێن ل زاخۆ دئاكنجی، دڕهوشهكا نالهباردا ژيانا خوه دبنه سهری، داخوازا هاريكاريێ ژلايهنێن پهيوهنديدارو ،ژخهلكێ دهڤهرێ دكن. +لێدوانا ئاوارهيهكا چيايێ شنگالێ...¤WA0 4936 +((ئهو چهند رووژ بوون ئهم ل چيايی بوون ئهڤ دوو رووژه ئهم هاتين ڤێرێ، ههتا نوكه گلاسهك ئاڤ نهداينه زاروكێن مه، نه خوارن مه تشتهك نهدييه، ڤان خوهيی چادرا گونهێ وان بمه هات، گو وهرن بكهڤنه با مهدا، لبهر ڤێ رووژێ وهرن)) +ئهڤ ئاوهرهيه دابهشكرينه لسهر قوتابخانه و جهێن گشتی، ههر چهنده رووژانه خوارن و ڤهخوارن ژلايێ دهولهمهندو خهلكێ دهڤهرێڤه ژبورن دهێته دان، لێ رێژهيا زورا وان وهكرييه، كو گهلهك ژوان ئاواریيان ژوان هاريكاريا بێ بار بن. +لێدوانا عهزيز ئيبراهيم، ئاواره....¤WA1 4840 4792 +((ژنا من ددهستێ داعش دايه، ههموو بچوكن ، نها زهلامێن وان برايێن منن، ههموو بچووكن، ههتا نها نان نه خوارنه، ئهڤه دوو شهڤه ئهم ل كوردستانێنه، ههتا نها نانی نه خوارن)) +ژبو ڤێ ئێكێ ی رێكخراوا unhcrهاته دهنگ، ههوڵێن ڤهكرنا كهمپهكێ دكن. +لێدوانا جاين پيرس، رێڤهبهرا رێكخراوا unhcr ل عێراقێ... ¤WA3 4808 4928 +مه هزر كريه خهلك دكهمپاندا بژين بهس ئهو كهمپ نيزامی بيت بو بهێته تهرتيب كرن، ژههمی پێويستيێن رووژانه دابينكری بيت، دا زهخت لناڤ باژێری ژی كێم بيت، خهلكێ ژمهدرهسا و بينايهتێت حكومی بيننه دهر)) +ل دويڤ ئامارێن نهفهرمی پتری 100 هزار ئاوهرهيان ل زاخۆ دئاكنجينه، لايهنێن حكومی بههماههنگی دگهل خهلكێ دهڤهرێرووژانه لسهر هێلن ژبو هاريكاريكرنا وان. +ستاند ئاپ... + + +Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiya PKKê Murad Karayilan, bi tundî gef li rêxistina îslamî ya DAIŞê xwar û got, eger DAIŞ êrişên xwe li dijî gelê kurd bidomînin PKK dê wê poşman bike. + +Murad Karayilan, li çiyayê Qendîlê di merasima 30emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê li dijî dewleta Tirkiyeyê de axaftinek kir û ragihand, DAIŞ li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî gelê kurd dike û komujiyan pêk tîne û wiha got: ";Di ti ol û felsefeyekê de tiştên wiha tine. Di îslamê de qet tiştên wiha tine."; + +Karayilan bang li DAIŞê kir, êrişên xwe yên hovane li dijî gelê kurd bide sekinandin û wiha axivî: ";Eger hûn êrişên xwe li dijî gelê kurd bidomînin emê jî tiştên ku heta niha me bikar nehaniye li dijî we bikar bînin û we poşman bikin."; + +Wî rayedarê PKKê her wiha ragihand ku ev hovîtiya ku di sedsala 21an de li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, li ber çavê hemû cîhanê tê kirin. + +PKKê 15ê Tebaxa 1984an şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê dabû destpêkirin. + +Beyrût (Rûdaw)- Xirîstiyanên Mûsilê weku hin kemîneyên din, li parêzgeha Nînowayê, rastî êrîşên hovane yên DAIŞê hatin. Mal û milkên xwe bi cih hiştin û ji mirinê reviyan. + +Hindekan ji wan xwe gihand Libnanê. Lê dilê wan her ma, li ser xaka welatê wan. + +Pîrejinek ku ji Mûsilê ye, rondikên wê dibariyan her ku me pirsa rewşa wê dikir û tenê ji mere digot: ";DAIŞê tiştek tê de nehişt."; + +Lê belê wê ji bîr nedikir, ku jidil dua ji pêşmerge û her hêzên ku li dijî DAIŞê, di çeperên şer de ne, bike. + +Xirîstiyanênmûsilî, ku li cade û kolanên vî welatî derbider bûne, roleke girîng didin Herêma Kurdistanê, derbarê xwedîderketina wan. + +Li navaXirîstiyanênLibnanê, rewşaXirîstiyanênIraqê û Mûsilê bi taybetî, pir tê meraqkirin. +Metranekî Maronî, her çend ku gazî civaka navdewletî ji bo parastina kiristiyanan li Iraqê dike, pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê jiXirîstiyanênre, wateya pêkvejiyanê dibîne. + +XirîstiyanênMûsilê, ku li Libnanê koçber bûne, dixwazin ku vegerin welatê xwe, lê di nava xwe de, ew dibêjin ku ev yek zehmet e pêk were. Weku me ji devê gelekan dibihîst. + +Li gel derdên koçberiyê,Xirîstiyanêniraqî li vir ûXirîstiyanênlibnanî, rola Herêma Kurdistanê diparastinapêkvejiyanê û alîkarîkirina kêmîneyan de, giring didin zanîn. + + +پشتی کو کودهتا ئانگۆ دهربهیا لهشکهری یا ۱۲ ئیلۆنا ۱۹۸۰ ل ترکیێ پێک هات، ب سهدههزاران سیاستهمهدار،رۆژنامهڤان،هقۆقناس، ڕهوشهنبیر ل ترکیێ و باکوورێ کوردستانێ هاتن گرتن، و ههموو پارتیێن سیاسی ژی قهدهخهبوون، و دههان ههزار کهس دهرکهتن دهرڤهیی ترکیێ، لێ پارا ههری مهزن ژ وان ئێریشان گهلێ کورد ل باکوورێ کوردستانێ دیت. +پارتیا کارکهرێن کوردستانێ پهکهکێ کو د سالا ۱۹۸۷ئان ده نوو هاتبوو دامهزراندن، ئهو ژی وهکه پارتیێن کورد یێن دن، هات قهدهخه کرن، و پرانیا ئهندامێن وێ یان هاتن گرتن یان ژی دهرکهتن دهرڤهیی ترکیێ، و کهسێن کو دهرکهتنه دهرڤه پرانی ل لبنانێ تهڤ تهڤگهرێن فلستینییان جی گرتن، و تێکلیێن خوه ب هکوومهتا هافز ئهسهدا سووریێ ڕه چێ کرن. +پهکهکێ د کۆنگرا خوه یا دوهمین کو ۲۵ تهباخێ ل دارخستبوو بریارا دهستپێکرنا شهرێ چهکداری ل باکوورێ کوردستانێ ستاند، و ژ بهر وێ دهست ب ئامادهکاریان کر، و گرۆپێن کهشفێ،تهڤگهر و ئامادهکاریێ ڕێکرن باکوورێ کوردستانێ. +پارتیا کارکهرێن کوردستانێ ڕۆژا ۱۵ تهباخێ وهک ڕۆژا ڕاگهاندنا شهرێ چهکداری دیار کر، لێ ئهو ڕۆژ ل جهم چهپگر و شۆرهشگهرێن وێ دهمێ ده گهلهک ب واته بوو، ژ بهر کو د ڕۆژا ۱۵ تهباخێ سهرۆکێ شۆرهشا ڤیاتنامێ هۆشی منه، سهرخوهبوونا وهلاتێ خوه د سالا ههزار و نههسهد و چهل و پێنجان ده ڕاگهاند و ئهو ژی بوو یهکهم سهرۆکۆمارێ ڤیاتنامێ، د ههمان ڕۆژی ده ژی شۆرهشا کو ماهاتما گاندی برێڤه دبر، گهیشت ئارمانجا خوه ،ئوو د ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و چهل و ههفتان ده سهرخوهبوونا هندستانێ هات ڕاگهاندن، د ههمان دهمێ ده ئهو ڕۆژ ڕۆژا ڕۆژبوونا ناپلیۆن پۆناپارت و سهرۆکێ لهشکهری یا شۆرهشا ڤیاتنامێ فۆنگوین جیابه. +ڕۆژا ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و ههیشتی و چاران ده پارتیا پهکهکێ د بن سهرۆکاتیا لهشکهری یا سهرفهرماندهرێ هێزا ڕزگاریا کوردستانێ ههرهکێ ماسووم کۆرکوماز ناسناڤ ئهگید ئێریش بر سهر دو بارگههێن لهشکهری یێن ئارتێشا ترکیێ ل ناڤچهیا دهێ یا ب سهر باژارێ سێرتێ و ناڤچهیا شهمزینانا جۆلهمێرگێ ل باکوورێ کوردستانێ، و چهند لهشکهر کوشتن و هژمارهک بریندار کرن. +دهولهتا ترکیێ د دهستپێکێ ده ت بایهخ ب وان ئێریشان نهدا، لێ پشتی کو هێزێن ههرهکێ ئێریشی ناڤهندهکی ژاندرمهیان ل سێرتێ کر، و سێ سهربازێن زیرهڤانی یێن سهرۆکۆمارێ ترکیێ کهنان ئهڤرهن تێده هاتن کوشتن، و چهند ئێریشێن دن ل ناڤچهیێ گهڤهرا جۆلهمێرگ و چهلێ ده پێک هات، ئێدی دهست ب ئۆپهرسیۆنێن لهشکهری کر، و شهرێ گهریلا و ئارتێشا ترکیێ دهست پێ کر. +ل گۆر هژمارێن کو دهولهتا ترکیێ دهربارێ کهسێن کو د شهرێ سی سالی یا د ناڤبهرا هێزێن گهریلایێن پهکهکێ و ئارتێشا ترکیێ ده ژیانا خوه ژ دهست دانه، ژ ۱۵ تهباخا ههزار و نههسهد و ههیشتی و چاران ههتا ئاگربهستا نهورۆزا ۲۰۱۳ئان ده زێدهتری چهل و پێنج ههزار ژ ههردو ئالی ژیانا خوه ژ دهست دانه، لێ ههتا نها هژمارا ڕاستی یێن کهسێن کو ژیانا خوه ژ دهست دانه نههاتی دیار کرن. +ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ژ گرتینگهها خوه ل گراڤا ئیمرالییێ و ئوو د ئهنجاما پێڤاژۆیهک د ناڤبهرا وی و دهولهتا ترکیێ ده، ڕۆژا ۲۱ ئادارێ نهورۆزا ۲۰۱۳ئان ل ئامهدێ ئاگر بهست ڕاگهاند، و ڕێ ل پێشیا پێڤاژۆیهکه سیاسی ئاشتی و چارهسهریێ ڤهکر، و ل گۆر پرانیا سیاسهتمهدار و شرووڤهکارێن سیسی ل ترکیێ و کوردستانێ، ئهو ڕۆژا ڕۆژا بداویبوونا شهرێ چهکدارییه ل باکوورێ کوردستانێ، و د وێ ڕۆژێ ده شهرێ کو ماسووم کۆرکوماز ئهگید دهست پێکر، ب داوی تێ. + + +Kobanî (Rûdaw) – Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê navenda xizmeta leşkeriyê hat vekirin. + +Cîgirê berpirsê desteya pêwendiyên derve ya kantona Kobanî Îdrîs Neisan ji Rûdawê re ragihand ku navenda ";erkê xweparastinê"; li Kobanê hat vekirin. +Îdrîs Neisan da zanîn, heta niha 93 xort û keçên 18 û 19 salî serdana navendê kirine û navên xwe tomar kirine. +Neisan got ku dema xizmeta leşkeriyê ango erkê xweparastinê 6 meh in lê dibe ku di rewşên awarte de ev yek heta 6 mehên din were dirêjkirin. +Cîgirê berpirsê desteya pêwendiyên derve ya kantona Kobanî ragihand ku ew ciwanên nû werdigrin da ku pîremêrên ku şer dikin vegerin malên xwe. + +Şingal (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa ragihand, li gundê Koço yê girêdayî Şingalê çekdarên DAIŞê herî kêm 100 kes kuştin. + +Çekdarên DAIŞê îro li gundê Koço yê Şingalê ku hemû kurdên êzîdî ne, bi hêceta ku nebûne misilman hemû zilamên gund kom kiribûn û gullebaran kiribûn û jin û zarokên wan jî biribûn devera Tileferê ya Mûsilê. + +Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa li ser komkujiyê agahî da û ragihand, çekdarên DAIŞê derdora 80 zilamî xistibûn pirtûkxaneya gund û dabûn ber gulleyan. + +Îsa da zanîn ku hinek ji wan ketibûn bin cenazeyan û nemiribûn ji ber wê jî karîbûn xwe rizgar bikin. + +Peyamnêrê Rûdawê eşkere kir ku ti kes di gund de nemaye û yên mane jî alên spî rakirine da ku DAIŞê êrişî wan neke. + +Li gorî agahiyên Bereketa Îsa, çekdarên DAIŞê 2 keçên êzîdî yên ku revandibûn, berdane her wiha ji gundiyan sê tiştan dixwazin: yan bibin misilman, jinên xwe bidin wan û yan jî ji wan re şervantiyê bikin. + +Sihêla (Rûdaw)-Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji eniyên şer li deverên derdora Mûsilê bidest xistine, îşev balafirên şer ên Amerîkayê li bendava Mûsilê êrişeke berfireh li dijî çeper û çekdaêrn DAIŞê li dar xistin. + +Li gorî agahî û çavdêriyên peyamnêrên Rûdawê, êrişa asimanî ya îşev a balafirên Amerîkayê li dijî DAIŞê mezintirîn êriş bûye ku Amerîka heta niha bi mebesta piştevanî li hêzên Pêşmerge û parastina Kurdistanê û vegirtina wan deverên ku ketine bin destê DAIŞê li dijî wê koma radîkal kiriye. + +Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa îsal dest bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê kirin paşê êrişî devera Mexmûrê kirin û xwestin ber bi Hewlêrê ve herin. Her wiha çekdarên DAIŞê êrişî devera Celewla ya parêzgeha Diyaleyê kirin. + +Êrişên DAIŞê rastî bersivadayîna hêzên Pêşmerger hat her wiha bûn sedema wê ku Amerîka û welatên rojavayî bi awayekî bihêz piştevaniya Kurdistanê û Pêşmerge bikin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, ew êrişên Amerîka ne tenê dê bidomin lê gurrtir û berfirehtir jî bibin. + +ئاوارەیەکی مەسیحی: لەبەر ئابرووچوونی کچ و ئافرەتانمان رامانکردووە +پشتی کۆنترۆل کرنا دەڤەرێن موسل و دەردۆرا وێ ژ ئالیێ چەکدارێن داعشێ ڤە ، ب هەزاران مەسیحی ئاوارە بوونە و نها ل دەڤەرێن جودا جودایێن هەرێما کوردستانێ نشتەجی بوونە. +پارەک ژ وان مەسیحیان د ناڤ کلیسایێن باژارێ سلێمانیێ دە نشتەجی بوونە و وەک ئەو بخوە ژی دبێژن ، ژ ترسا ئێرشێن داعشێ ڤە مالێن خوە بجی هیشتنە. ئەو ئاوارەیان پرانی ژن و زارۆکن و ژنەکێ مەسیعی کو رەڤیایە ، بەحسا ڤێ یەکێ دکە کو ئەوان ژ ترسا ژناڤ چووینا کەرامەتا کچ و ژنان مال و حالێن خوە ب جی هیشتنە و وەک دیسا ئەو ب خوە دبێژە ، چەکدارێن داعش نزانن ئابروو و کەرامەت چیە . + +Hewlêr (Rûdaw)- Hatina çekan bo Kurdistanê didome lê hikûmeta Iraqê şeva borî (şeva 15ê Tebaxê) nehîşt balafirên amerîkî, almanî û îtalî yên ku dixwestin çekan bînin Kurdistanê, derbasî Hewlêrê bibe. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, hatina çekan dê bidome lê hatina wan balafiran bi awayekî demkî dereng ket. +Hinek ji welatên Ewropayê bo şerê li dijî DAIŞê amadebûna xwe ji bona şandina çek û alîkariyên serbazî ji Kurdistanê re nîşan dan. Herî dawî jî Almanyayê piştgiriya xwe ragihand. +Şêwirmenda Almanya Angela Merkel şeva 15ê Tebaxê bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî û piştgiriya xwe ji Kurdistanê re nîşan da. +Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Angela Merkel piştgiriya xwe û gel û hikûmeta Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de ji gelê Kurdistanê re anî ziman. +Biryar bû şeva 15ê Tebaxa îsal Almanya bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê çek û cebilxaneya şer ji Kurdistanê re bişîne her wiha Îtaliya alîkariyên serbazî bigihîne Kurdistanê. +Lê li gorî agahiyên Rûdawê, hikûmeta Bexdayê nehîştiye balafirên almanî, îtalî û amerîkî derbasî Balafirxaneya Hewlêrê bibin lewma şandina çekan hat paşxistin. +Ji aliyekî din, şeva borî gellek çekên giran û kelûpelên serbazî ji Bexdayê gihîştin Hewlêrê û bi kamyonên Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hatin veguhestin. Di nav wan amûran de hinek otomobîlên serbazî yên ji curê "Hummer" jî hebûn. +Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re got, hemû ew çekên ku tên Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve tên wergirtin û dê bi ser eniyên şer de bên dabeşkirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand ku komkujiya Kurdên Êzdî, komkujiya kurdan e û ew Enfal û kîmyabaraneke din e. +Mesûd Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek ji endam û alîgirên wê partiyê re şand û ji wan xwest ku di vê qonaxê de dîroka tije serwerî ya PDKê biparêzin. +Barzanî herwiha dibêje, pêwîste endam û alîgirên PDKê xwe ji bo cîbicîkirina druşma ";Kurdistan yan neman"; amade bikin û li kêleka pêşmerge û hemû hêzên Kurdistanî komploya dijminan bin ax bikin. +Derbarê komkujiyên ku derheqê Kurdê Êzdî de tên kirin, Barzanî komkujî wek enfal û kîmyabaraneke din dide naskirin û dibêje, çawa enfalçiyan û yên xelkê Kurdistanê kîmyabaran kirine gihiştine cezayê xwe, divê ew tawanbar jî bigihin cezayê xwe. +Serokê PDKê di dawiya daxuyaniya xwe de tekîd dike ku divê Kurdistan bibe goristana terorîst û hemû neyarên gelê Kurd. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Pizîşkên Sînornenas 200 kon şande Kampa Newroz ya li Rojavayê Kurdistanê ku koçberên Şingalê tê de dimînin. +Li gor zaniyarên ku belavbûne, 200 konên ku ji aliyê Pizîşkên Sînornenas ve hatibûn peydakirin, roja înê di rêya Başûrê Kurdistanê re, gihiştine Kampa Newrozê, ku li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve. +Berî niha, endamê desteya rêveber ya TEV-DEMê, Aldar Xelîl aşkere kiribû ku Neteweyên Yekbûyî soz daye wan ku konan di rêya helîkopteran re bişînin. +Tê gotin ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newrozê bi cîh bûne. +Rêveberiya Kantona Cizîrê dibêje ew kamp ji aliyê wan ve hatiye vekirin û tê birêvebirin, lê wezîrê ragihandina Sûriyê ji Rûdawê tekîd kir ku Kampa Newrozê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji bo koçberên Şingalê hatiye vekirin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serdana girava Îmraliyê kiri û ligel rêberê girtî yê Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, civiya. + +Duh, 15ê tebaxê, danê êvarî şanda HDP ku ji Serokwekîlên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirrî Surreya Onder pêk hatibû, serdana Ocalan kirin û di heman şevê de ji Îmraliyê vegeriya. + +Li gor daxuyaniyeke navenda HDPê, civîn partiya wan ligel Ocalan ";Gellek erênî"; bû. + +Herwiha navendê ragihand ku, ji ber ku civîn gelek dermjimêran berdewam kir şanda HDPê nikarî piştî vegera xwe ti daxuyaniyan li ser naveroka wê bidin, lewma dê îro ew şand naveroka hevdîtina ligel Ocalan ragihîne. + +ئینترۆ : سهرهرایى خواستا ژمارهیهكا زۆر ژ خهلكئ شنگال كو دهرگهه بۆ وان بهینه ڤهكرن وب ناڤ دهولهتان ب كهڤن لئ ژمارهیهكا مهزن چاڤهریى وئ چهندئ نه كو باژارئ وان بهیته رزگاركرن ودئاخا خوه ڤهگهرین كو پیرۆزیین وان یین ئاینى وزارۆكبوون وژیانهكا زۆر تیدا دهربازكرینه +قوتابخانا وجهین گشتى دناڤ باژارین باشورئ كوردستانئ دا ب تنئ جهئ ئاوارهبوویین لیقهومیین شنگال نینن كه چۆلستان ژى بههرا ژماریهكا مهزنا وان لئ قهومیانه .... راسته ژمارهیهكا وان ئاوارهبوویان خواستا مافئ پهنابهریئ ژدهولهتان دكن لئ قاسى وان چاڤهریئ ڤهگهریانئ نه كه پیرۆزیین وان یین ئاینى وههموو ژیانا وان دوى باژارى دهبوو +یوسڤ بهرى : ئاوارهبووى +ماینا ژمارهكا گهنجین شنگال دقادا شهر دا وه كریه كو هنهكین دى ژى وئ هزرئ بكن وئامادهكاریین خوه ژبۆ تهڤلیبوونا وان بكهن +سهیدۆ خهلهف : ئاوارهبووى +ئهویین ژ مرنئ رهڤین وماوئ ههفتیهكئ ل بهر تاڤا رۆژئ بوون بئ خوهر وخوارن كه ب تنئ روهئ خوه وزارۆكین خوه قورتالكرین دناڤ ده ههینه كو ستارین دناڤ باژاران ژى ب دهست نه كهتین ول بهر ههمان رۆژئ سهرئ خوه ژ خهوئ را داتین دا ل سبهههكا نوو دا ب گهرما وئ شیارببن +حازم رهشید : ئاوارهبووى +دناڤبهرا ڤهگهریانا شنگال ئهگهر هات وژدهستین چهكدارا دهركهت وهزرا دهركهتنهكا ههتا ههتایى ئیزیدى چاڤه ریژى پیشهرژهكا دكن كو مرن وسههوا وئ ئیدى سلاڤئ ل ئاخا ئهو تیدا دژین نهكه + + + Şingal (Rûdaw)- Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon li gel kesayetên kirîstiyanên iraqî serdana Perestgeha Laleşê kir û li gel wekîlê mîrê êzdiyan û jimareke ji oldarên êzdî civiya. +Di dawiya civînê de, Cardinal Fernando li ser tirajîdiya êzdiyan axivî. +Wekîlê mîrê êzîdiya helwesta îzdiyan dubarkir ji nûnerê taybet yê Papayê Vatikanê re û doz kir ku Vatikan piştgir be ji xwestekên wan re. +Çavê kurdên êzîdî li çarsereiyekê ye ji rewşa wan re, û hêviya wan mayê girêdayî bi piştgiriya hikûmeta Kurdistanê û civaka navdewletî re. +Di rojên dawî de hejmarek ji serdanên fermî bo Başûrê kurdistanê bi rêve çûne bi mebesta şopandina tiracîdiya Şingalê. + +Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, ragihand ku dê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûn Kurdistanê birêve bibin. + +Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê hatiye belav kirin hatiye ku, bo gihandina gelê Kurd bi serxwebûnê û avakirina dewletk Kurdî, dê roja 23.08.2014 Kernavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdostan û li çend welatên ewropî birêve biçe. + +Herwiha komîteyê daxwaz ji, hevbîrên serxwebûna Kurdistanê, kir ku alîkariya wan bikin bo arastekirina vê peyamê bo Neteweyên Yekbûyî û ";Bidestxistina serxwebûna Kurdistanê. + +Komîteya amadekar daxwaz ji xelkê kir ku, bi cil û bergên Kurdî beşdarî Kernavala Serxwebûna Kurdistanê bibin. + +Derbarê dema birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan komîteya amadekar ragihand ku demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê ji roja 23ê tebaxê dê karneval bi meşekê li pêş baregeha Netewyên Yekbûyî li Hewlêrê dest pê bike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier, bi serdanekê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. + +Îro, 16ê tebaxî, Frank-Walter Steinmeier, berî nîvro gihişte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê. + +Li gor ku duh, Steinmeier ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, di vê serdanê de dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. + +Herwiha wezîrê derve yê Almaniya diyar kir ku, ew dê ligel Barzanî nehsa pêşhatên dawî yên rweşa Kurdistan û Iraqê bike. + +Ev serdanan Frank-Walter Steinmeier di çarçoveya pişgiriya navdewletî de bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de tê. + +Herwiha duh jî Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axifî û piştgiriya xwe û welatê xwe ji gelê Kurdistanê re di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê çekdarên rêxistina DAIŞê bi tundî topbaran dikin. + +Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro 16ê tebaxê demjimêr 11ê berî nîvro, Hêzên Pêşmerge dest bi topbaran kirina pêgehên çekdarên DAIŞê li gundê Xetare yê nêzîk Bendava Mûsilê kirin. + +Çavkaniyeke leşkerî ji nava gundê Xetare jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, balafirên şer çeperên DAIŞê li derdora gundê Xetare, ku navçeyek êzdînişîne, bi tuned topbaran kirin."; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier ji Hewlêrê ragihand ku, heta sînorên siyasî yên dawî ji alîkariyê dê welatê wî piştgiriya Herêma Kurdistanê bike û ew wê bi tenê nahêle. + +Îro, 16ê tebaxê, Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier ligel şandekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ve li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin. + +Steinmeier û şanda ligel xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civînek pêk anî û behsa pêşhatên dawî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û pitî bidawî hatina civînê konfransek rojnamevanî lidar xistin. + +Di konfransê rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, pirensîpên Herêma Kurdistanê di demokrasî, azadî û pêkvejiyanê de kirin ku civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û diyar kir ku ";Em soz didin wan ku heta dilopa dawî ji xwîna me emê wan pirensîpan biparêzin."; + +Herwiha Barzanî balkişande ser şerê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê û tekez kir ku ";Em dê ligel hevlabendên xwe bi serbilindî ji vê cengê derkevin."; + +Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev serdana wezîrê derve yê Almanya nîşana wê yekê ye ku dostên me di demên teng de bi hawara me vê tên û piştgiriya me dikin, û wiha berdewam kir: ";Roj bi roj piştgiriys derve bo Herêma Kurdisatnê berferehtir û zêdetir dibe, bo vê mebestê jî em spasiya hemû dostên xwe dikin ku alîkariya me kirine."; + +Ji aliyê xwe, Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier ragihand wateya vê serdana wan ewe ku, welatê wî Herêma Kurdistanê bi tenê di vê rewşê de nahêle û got: ";Heta sînorên siyasî yên dawî ji alîkariyê, emê piştgiriya bidin Herêma Kurdistanê."; + +Steinmeier spasiya hikûmeta Herêma Kurdisatnê kir li ser pêşwazîkirina koçber û debiderên êzdî û mesîhî û got: ";Kesê ku ligel min serdana derbideran kiribe dê bizane ew di çi rewşê de dijîn, wan dev ji mal û milkên xwe berdane û ji ber mirin û êrîşên DAIŞê reviyane."; + +Derbarê qasê alîkariyan jî ku dê Almaniya ji Herêma Kurdistanê re bişîne, Steinmeier diyar kir ku berî niha wan 4 miyoln û 500 hezar euro xerç kiribû ";Lê hefteya borî min ji Serok Barzanî re ragihand ku me 20 milyon euro yê din bo vê mebestê terxan kiriye."; + +Steinmeier balkişande li ser wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê ";Behs kir ku çekên di dets Hêzên Pêşmege de sivikin û nepêşkeftî ne. lewma emê vê pirsê gotbêj bikin û em dê wan cureyan pêwîst ji çekan diyar bikin da em bikarin peyda bikin."; + +Wezîrê Derve yê Almanya spasiya rola Hêzên Pêşmerge kir di şerê li dijî DAIŞê de û got: ";Hemû cîhan bi serbilindî li karê Pêşmerge dinêre û wî karî bibilind dinirxîne."; + +Hewlêr (Rûdaw)-Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-wehde) red kir ku daxwaza ruxsetkirina karê xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê pêşkêş kiribe. +Endamê serkirdayetiya Partiya (el-Wehde) li Efrînê Reşîd Şaban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda partiya wan a ku serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê kiribû ti daxwaza ruxsetkirinê pêşkêş nekiriye. +Reşîd Şaban, ku endamê wê şandê bû, ji Rûdawê re diyar kir ku rayedarên Rêveberiya Xweser ew agahdar kiribûn ku divê ruxseta partiya xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser bikin. +Şaban da zanîn ku şanda wan ji rayedarên Rêveberiya Kantona Efrînê re gotine ew weke serkirdayetiya partiyê li Efrînê ne xwediyê desthilata pêşkêşkirina ruxseta partiyê ne ji ber ku pêwîstiya vê yekê bi biryara serkirdayetiya navendî ya Partiyê heye. +Derbarê navend û ofîsên partiya wan li Herêma Efrînê, Şaban diyar kir ku berê hinek ji van navend û ofîsan ruxsetkirî ne û hinek jî beriya damezrandina Rêveberiya Xweser hatine vekirin. +Derbarê navendên partiya wan ên neruxsetkirî, Şaban diyar kir ku ti birsgirêk tune ye û ewê ruxsetê ji bo van navendan werbigrin. +Malpereke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ragihandibû ku şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ji komîteya karûbarên partiyan daxwaz kiriye ku destura qanûnî ji bo partiya wan were dirêj kirin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdula Ocalan ragihand ku, encamên hilbijartina serkomariya Tirkiyê û serkeftinên ku HDPê di riya namzedê xwe Salahedîn Demîrtaş de bi dest xistiye, diyardeya ku HDPê niha nûnertiya dijberyek demokratîk ya herî xurt li Tirkiyê dike û di rojên pêşde jî wê karibe li Tirkiyê bibe desthilatek demokratîk. + +Ocalan di riya şanda HDPê daxuyaniyek da çapemeniyê û têde bi boneya salvegera 30 salî ya 15 tebaxê de diyar kir ku, dem dema ku ev sî salên şer veguhezên danûstandinên demokratîk, û bi çareseriyên demokratîk ve bi dawî bibin. + +Rêberê PKKê derbarê êrîşên rêxistina DAIŞê li ser kurdên êzdî yên li herêma Şengalê got,ew sersaxiyê ji xelkê Êzîdî re dixwaze, ji bo azadiya Kurdan û rizgariya wan ew hemû hêzên ku li berxwedidin silav dike û wan teva spas dike. + +Wek tê zanînŞanda HDPê ya ji Serokwekîlên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirrî Surreya Onder pêk tê roja 15 tebaxê li Girava Îmarliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. + +Sine (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê jî kampanyayên komkirina alîkariyan ji kurdên êzîdî yên Başûr ên ku ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, hatin destpêkirin. Parêzgarê Sine jî ragihand, ew amade ne êzîdiyan li parêzgehê bihewînin. + +Li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna hemû beşên din ên Kurdistanê alîkarî ji kurdên êzîdî yên Başûr ku ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, tên komirin. + +Li hinek bajar û deverên Rojhilat bi taybet li bajarê Sine û hinek deverên din ên parêzgehê kampanyayên komkirina alîkariyê ji kurdên êzîdî re dest pê kirine. + +Parêzgarê Sine Ebdulmihemed Zahidî jî îro li bajarê Sine serdana hinek navendên komkirina alîkariyan kir û li wir daxuyaniyek da û ragihand, heta ji destê wan bê dê alîkariya awareyên Başûrê Kurdistanê bikin. + +Zahidî her wiha got, em dikarin û amade ne awareyan li deverên sînorî yên parêzgehê bicîh bikin û wan bihewînin heta ku şer û êriş li welatê wan ji holê radibe. + +Amed (Rûdaw) – Rêxistina kurdî-îslamî ya bi navê Însiyatîfa Azadî ku li Bakurê Kurdistanê xebat dikin, ragihand, êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê komplo ye. + +Endamên xwebexş ên Însiyatîfa Azadî beriya kongreya xwe îro li Amedê hatin ba hev. + +Di civînê de rojeva sereke êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bû. + +Berdevkê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner di civînê de axaftinek kir û got, ti pêwendiyeke DAIŞê bi îslamê re tine ji ber ku ew rêxistin dikeve kuderê zilm û hovîtiyê dike. + +Endama Însiyatîfa Azadî Nûriye Çakar jî got, êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê komplo ye û wiha axivî: ";Lê em piştrast in ku hêzên wiha dê nekaribin pêşiya serxwebûna Kurdistanê bibin asteng. Înşala dê dewleta Kurdistanê ava bibe."; + +Nûriye Çakar bang li gelê kurd kir li dijî êrişên DAIŞê helwest nîşan bidin û wiha anî ziman: ";Divê kurd xwedî li destkeftên Başûrê Kurdistanê derkevin."; + + +Riha (Rûdaw)- Platforma Alîkariya Însanî ya Rihayê, xwarin û alîkariyên mirovî bi ser koçberên êzîdî yên Başûrê Kurdistanê ku ji ber êrişên DAIŞê raviyane, dabeş kir. + +Platforma Alîkariya Însanî di daxûyaniyekê de ragihand, ew Kurdên êzîdî yên li bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên koma radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) reviyane û xwe spartine xizmên xwe yê li Wêranşarê alîkaraya xwarênê ji wan re hatiye kirin. + +Li gorî daxuyaniyê, xwarin bi awayekî paketkirî bi ser wan koçberan de hatiye belavkirin. + +Di nav wan paketan de nîsk, rûn, maqerne, zeytûn, ava domatesê û xwarinê din hatibûn bicîhkirin. + +Kobanî (Rûdaw) – Gelê Rojavayê Kurdistanê koma radîkal a bi navê DAIŞê wek rêxistineke erebî ya radîkal û faşîs dibînin û dibêjin, civaka navdewletî ji ber nakokiyên partiyên siyasî di şerê li dijî DAIŞê de pişta Rojava negirt. Hinek jî dibêjin, civaka navdewletî ji ber berjewendiyên xwe pişta Başûr digire... + +Kurdên Rojava nerazîbûna xwe li hember êrişên DAIŞê yên li dijî Başûr û Rojava nîşan didin lê hinek ji wan dibêjin, civaka navdewletî ji ber berjewendiyên xwe pişta Başûr digirin. + +Lê hinek jî dibêjin, ji ber nakokiyên siyasî yên partiyan civaka navdewletî pişta Rojava negirt di şerê li dijî DAIŞê lê hêvîdar in ku rojekî hêzên navdewletî pişta Rojava jî bigirin… + +Agirî (Rûdaw/AA) - Qesra Îshaq Paşa ya ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, zivistanê di bin berfê de, biharan jî di nav kulîlkên rengîn de balê dikşîne. + +Li gor agahiyên ku jiRêveberiyaÇand û Tûrîzmê ya bajarê Agiriyê hatinbidesxistin, sala 2013an di navbera mehên Çile û Tîrmehê de 132 hezar û 656 kesîQesra Îshaq Paşa ziyaret kirin. + +Lê îsal di heman heyamê de 67 hezar û 287 kesbûn mêvanê qesrê ev jî nîşan dide ku rêjeya ziyaretkirina qesrê %50 kêm bûye. + +Rayedaran got ku sedema kêmbûna tûrîstan ji ber xebatên restorasiyonaQesra Îshaq Paşaye. + +Her wiha rayedaran diyar kir kuhilbijartinên heremî û serokomariyê yên ku2014an jî bandor li vê yekê kir. + +Qesra Îshaq Paşa, yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Bazîdê ye. + +Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Li gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Romî û Farsî (bo mînak Selçûqî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye. + +Koşk gellek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya Kurdî de gellek caran bûye kaneke navdar. + +Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Lê hine jî dibêjin, di dema Ehmedî Xanî de hîna xîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye. + +Di dagirkirina Rûsan a salên 1828 – 1829'î de, deriyê koşkê ku xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li civaka navdewletî kir çavkaniyên darayî yên DAIŞê hişk bikin û ji bo şerê li dijî wê koma radîkal çekên nû bidin Kurdistanê. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara almanî ya bi navê Focusê ku roja duşemê (18ê vê mehê) tê belavkirin, ragihandiye ku DAIŞ bi firotina neftê rojane 3 milyon dolaran bidest tîne. + +Barzanî her wiha eşkere kiriye ku DAIŞê li Mûsilê û Tikrîtê dest daniye ser zêdetirî yek milyar dolar pereyê Iraqê. + +Serokê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda alîkariyên mirovî yên zêdetir ji hikûmeta Almanyayê ye. Jixwe Almanya pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmerge re dişîne. + +Mesûd Barzanî têkez kiriye ku pêwîst nîne hêzên biyanî werin Kurdistanê û li dijî DAIŞê şer bikin ji ber ku li Kurdistanê şervanên mêrxas û bihêz hene lê pêwîstiya Kurdistanê bi çekên nû û pêşketî heye. + +Li gorî agahiyên Barzanî, DAIŞê piştî ku Mûsil girt dest danî ser çekên giran ên 5 tabûrên artêşa Iraqê. + +Barzanî gotiye ku pêwîstiya hêzên Pêşmerge bi meşq û perwerdê heye her wiha herî zêde çekên antî-tank lazim in. + +Til Squf (Rûdaw)-Hêzên Pêşmerge vê sibê saet dore 5an li rojhilatê Bendava Mûsilê bi alîkariya balafirên şerî êrîşî çekdarên rêxistina DAIŞê kirin. Pêşmergeyan heta niha Til Squf bi dest xistiyê û berê xwe dane Bendava Mûsilê. + +Di çepera şerî de fermandarekî pêşmergeyan bi Rûdawê re ragihand: ";Pêşmergeyan vê sibê bi alîkariya balafirên şerî operasyonekî berfireh da destpêkirin û Tel Squf û çend herêmên din bi dest xist. Nêzîke ku Hêzen Pêşmerge kontrola Bendava Mûsilê jî bi dest bixin."; + +Fermandarî ragihand ku ew dikarin di çend saetan de Bendava Mûsilê jî bi dest bixin lê belê da ku zaiyata pêşmergeyan nebe hêdî hêdi ser DAIŞê de diçin. + +Fermandarî da zanîn ku wan hay ji DAIŞê heye di gelek cihan de mayîn vegirtine û got, ";Em heta Zûmarê û Şingalê bi dest nexin em nasikinin."; + +Xaneqin (Rûdaw)-Li Celewlayê 4 çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin girtin û yek jî hat kuştin. + +Hêzên ewlekariya navçeyê ji Rûdawê re ragihandin ku, li gundê Şêx Baweyê ya di navbera nahiyeyên Kokse û Celewlayê de, di şerê navbera wan û DAIŞê de, 4 çekdar girtine û yek jî kuştine. + +Hat zanîn, DAIŞ xwe amade dike da êrîşê bibe ser Hêzen Pêşmerge. Hêzen ewlekariya dest danîn ser çekên bîksî û hewanên çekdarên DAIŞê. + +ئینترۆ : ژمارهیهكه ئاوارهبوویین شنگال یین ژ نۆ ژ شنگال ب ریكا رۆژئاڤایئ كوردستانئ دهربازى ناڤ ئاخا باشورئ كوردستانئ بوویین دناڤ ئۆتۆمبیلاندا نزانن وئ ب كوردا ههرن پشتى ههموو جیهین گشتى پربوویین كه هندهكهك ژ وان ئازادكری وبازدایین ناڤ دهستین چهكدارین داعشن +بازدانهك بهر ب ئازادیئ نهك ب تنئ ژ تورسا مرنئ بهلكو ژ تیهن وبرسا 10 رۆژان دناڤ چیایئ هشك یئ شنگالئ دا ... ل دهمئ دهركهتنا وان ژ دهرگههئ رۆژئاڤایئ كهرسئ بهر ب رۆژئاڤایئ كوردستانئ ئهوان نزانى ئهو وئ ساخ ب گههن یان وئ ب ریڤه مرن لئ ئهو گههشتن ودهربازى باشورئ كوردستانئ ژى بوون وڤئ گاڤئ نزانن ل كئ دهرئ سهرئ خوه ژ خهوا پشتى كهدهكا زۆر را داینن +ژوان كهسین بازدایین ژمارهیهكا زۆر خهلك ههیه كه كهس وكار ونیزكین خوه ل ژیر چارهنڤیسهكه نهخوهیایى دا هیلاینه +برس وتیهن وترس ومهش دریكین دریژدا كه بههرا ههنهكا بوون قاسى ترسا وان كهسا نهبوو كه ل ژیر دهستین چهكدارین داعش دا بوون وئازادبوون دا ل سهر ترسا مرنئ را زهحمهتا ژیانا دبرس وتیهنئ دا ب بینن +بهشهك ژ ئاوارهبوویین شنگال دباژار وباژیرۆكین باشورئ كوردستانئ ل دهرڤهى ئاڤاهى وكامپ وجیهین گشتى ژى دا ژیانا خوه دهربازدكن لئ ئهوین ژ نوو دهین رهنگه منیكان ب وان ژى ب خوازن ژبهر نهبوونا جیین ئاكنجیبوونئ + + +د سەرەدانەكا ژێك جودا هەر یەك ژ ئەندام پەرلەمانێن بریتانیا و پەرلەمانتەرێن كوردێن توركیا دگەل شاندەكێ شارەداریا ئامەدێ سەرەدانا پارێزگەها دهۆكێ كرن ژبوی كو ژ نێزیك هایداری رەوشا ئاوارەیێن شنگال ببن و ئالیكاریان بۆ پێشكێش بكەن . +پشتی دەستبسەر داگرتنا چەكدارێن داعش بۆ سەر چەند ناوچەیێن باشوورێ كوردستانێ و وێ كارەساتا مرویی یا ل دەڤەرا شنگال رویدای هند ژ وەلاتێن ئەوروپی پشتەڤانیا خوە بۆ باشوورێ كوردستانێ دیار دكەن تەنانەت سەرەدانێن پەرلەمانتەرێن وەلاتێ بریتانیا بۆ پارێزگەها دهۆكێ . +نە بتنێ وەلاتێن بیانی بەلكو پارچێن دن یێن كوردستانێ ژی ئالیكاریان پێشكێش دكەن نە مازە باكوورێ كوردستانێ و هاتنا شاندەكێ پەرلەمانتەرێن كورد یێن وەلاتێ توركیا بۆ باشوورێ كوردستانێ ژبۆ لنێزیك هایداری رەوشا باشوور ببن . +د هاتنا خوەدا هەردوو شاندێن ناڤبری سەرەدانان هەر یەك ژ پارێزگەها دهۆكێ و ئەنجومەنێ وێ كرن . +د سەرەدانێن خوەدا هەر یەك ژ پەرلەمانتەرێن توركیا و بریتانیا بۆ پارێزگەها دهۆكێ ژبۆ وێ یەكێ ژ نێزیك هایداری رەوشا دەربەدەرێن شنگال ببن و ئالیكاریا ژبۆ وان پێشكێش بكەن . + +Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmergeyan beşeke mezin ya Bendava Mûsilê ji destê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derxistin. +Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Avdilxalik Bapîrî ragihand ku li Bendava Mûsilê di navbera hêzen pêşmerge û DAIŞê de şer didome û wan % 80yê bendavê dest xistine. +Peyamanêrê Rûdawê yê ku li eniya şerî de jî diyar kir ku DAIŞê şerê Bendava Mûsilê winda kir. +Herwiha Endamê Polîtbûroya PDKê Elî Ewnî jî ji Rûdawê re got Til Squf û gundên wê hemû bi dest xistinê + + + Rûdaw (Amed)- Zebeşên Amedê di cîhanê de him ji aliyê tama xwe ve, him jî ji aliyê mezinbûyîna xwe ve wekî zebeşên yekemîn tê nasîn. Lewra zebeşên Amedê ne tenê li herêmê li çar aliyê cîhanê deng daye. Ji ber vê yekê ye salên dûr û dirêjin li Amedê festîvala zebeşan tê lidarxisitn û festîvala îsal jî di 11'ê Îlonê de pêk were. Piraniya hilberînerên zebeşan bi kelecanî û baldarî zebeşên xwe xwedî dikin û lê miqate dibin. +Di bê barê de Rûstem Îlen dibêje: ''Em 4-5 caran karê tavrikê dikin. Piştre em ji bo avdaniyê xetan vedikin û ji 4-5 rojan carekî avê didin. Em gûbre ya wê jî qet kêm nakin. Armanca me ew ku gezo lê nexe û ji kêzikan were parastin. Ev zebeşên henê di dilê min de pir bi qedirbilind e. Ji ber ku min kedeke mezin daye van zebeşan.'' +Hilberînerek jî heye ku di salên borî de di festîvala zebeşan de ketiye dereceyê û xelatan bidestxistiye. Ew hêvî dike ku ji festîvalê îsal jî bi serkeftî derkeve. +ji aliyê xwe Mehemed Kaya got: ''Em ji salên 1980'an vir ve ji festîvala zebeşan 6 caran bi serkeftî derketin. Di sala 1980'an zebeşa me 28 kêlo bû û em di festîvalê de bûn yekemîn. Hin caran jî em bi zebeşên 48 û 49 kêloyan ketin dereceyê û me xelatan stand.'' +Hilberînerên zebeşan dibêjin her zebeş delalekî li ber dilê wan e. Ji ber ku ew kedekî mezin didin zebeşan û dixwazin di festîvalê de bikevin dereceyê û xelatekî bistînin. Da ku keda wan bigihije armanca xwe. + +بو ماوێ چهند روژا نبی ئهڤ زاروك هوسا ب ئارامی نهنڤستی، ئهڤ كهنيه هات پشتی ماندی بوونهكا دريژ، و ههڤريكا برس و تێهنێ، دايكێن دوو گيان زارۆكێن ژنی ژدايك بووين مرن ژبوو وان ههلبژارتن. +لێدوانا ههديا عهلی، ئاواره... +((بخودێ نان نهبوو ئهز بدمێ دگرين، ئاڤ نهبوو، ئهز ژیدسهر حالێ وانادا دگريم، مه سهر كهڤرا دنڤاندن، بخودێ توژی كريڤێ منی، برێڤه دوهلدين زاروك دهاڤێتن و داك دهات، من ئهڤ بچاڤێ خوه ديت)) +ههروهسا ل چيايی چيروكێن جوراو جور ، ژپالهوانيا زاروكان توماركرن. +لێدو انا ئاوارهيهكا شنگالێ... +((قيزا تيێ من سوكهری لێ بی ، ل وێری ژتێهنا بهعچی مه لاشێ وێ لوێرێ هێلا، بخودێ ههتا دنێ وێ ژبيرناكن، ئهلماسا خێرو بخودێ مه رزيلتر نهدبوون، هزرهتا زاوكێن مه بچهك نان بوو، بڤان دهروكا مه ئاڤ ددايێ دانهبهعجن، چوار رووژان خوارن بدهڤێ من بخوه نهبوو)) +رووژانه حهزرهتا وان ببو پرتهكا نانی، ههرچهنده ئهو وهكو مهزنان نزانن چييه بسهرێ وان هاتی. +لێدوانا ئاوارهيهكا شنگالێ +((خوران ڤهخوارن رووژێ قهتهك نان گههابايێ باش بوو، هندهك مالا شهش حهڤت رووژا نان نهديتن، زاروك گهنم دئانين كوتان دكرنه دانيك و زاروكا دخوار، مالا ئێزديا خراپ بوو)) +دگهل هندێدا دههان زاروك ژتێهنا ڤهتسين و ژبرسان مرن، بيێ كومالباتێن وان مهراسيمێن خاك سپاردنا وان بكهن. +ستاند ئاپ.. + Laleş (Rûdaw)- Hejmarek mezin ji koçberên Kurdên Êzdî yên ku ji Şingalê û navçeyên derdora wê reviyane, xwe li perestgeha Lalişê girtine. Ew li wir rojên xwe derbas dikin û bi xwarin û vexwarina ku wek alîkarî ji wan re tê pêşkêşkirin, dijîn. +Koçberên di nav perestgehê de mîna koçberên din ên Şingalê ku li seranserê parêzgeha Duhokê belav bûne, bi tenê yek xwesteka wan heye û bi hêvî ne ew xwestek zû pêk were. +Perestgeha Laleşê dibe wargeha derbederên ezdî, Benaz û dapîra xwe ji wan derbiderane ko tiracîdiya êzdiya jî ew dûrî hev nexistin û li hêviya wê yekê ne ko vegerin çiyayê Şingalê +Benaz ew keçke ku bavê wê berî şeş salan jiyana xwe ji dest dabû, +Benaz li gel dêpîra xwe li Giruzêr li Çiyayê Şingalê jiyan dikir, niha ew jî mîna êzdiyên wî çiyayî derbider bû ye û ew dapîra xwe li Perestgeha Laleşê bi cih bûne li gel 3000 penaberên din niha li li Laleş in. +Perestgeha ku her deverê wê bû ye warek ji derbiderên êzdîxanê re lê jiyaneke aştiyane derbasdikin û du-a yan hildidn ji yezdanê dilovan re da bi wan ve were lewma ew dibêjin ev fermana ha ya herî girane. +Trajedyaya bi serê êzdiyan hatiye kir ye ko mafê normal bo her mirovî li cîhanî ko li mala xwe bi rûmet bijî ew li ba zarên îzîdxanê bibe hêviyeke mezin. +Zilam û pîrên temen mezin bi kula zarokên xwe ne ka wê ayendeya wan çawa û wê çawa dûrî fermanên wiha bibin careke din. +Derbiderên êzdî dudilên derbarê vegera xwe lê ew bêtir çavlirêne bi parstineke taybet bo wan da karibin jiyana xwe bi aramî derbas bikin + + +Celewla (Rûdaw)- Şerê giran di nav Hêzen Pêşmerge û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de didome. + +Ji ber şerî, jiyan li bajarî sekiniyê. Gel piştî şer dest pê kir, ji malên xwe reviyan û berê xwe dan deverên bi ewlehî. + +Pêşmergeyan kontrola bajarî kirine lê belê ji ber şerî gelek malan ziyan dîtiye. + +Şer her çi qasî giran jî be moralê pêşmergeyan baş e. + +Rûdaw TV, li herêma şerî ye... + +Pîranşar (Rûdaw) – Zarokên gundê Şînawê yê girêdayî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê yên ku di bûyera şewata dibistatnê de birîndar bibûn, ji bo çareserkirina tengavî û derên xwe li ber avahiya Serokomariya Îranê ya li Tehranê kom bûn lê bi destê vala vegeriyan. Nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî jî dibêje, ez êdî li ser zarokên Şînawê tiştekî nabêjim! + +keçên mexdûr ên bûyera şewata dibistana seretayî ya keçan a gundê Şînawê yê girêdayî Pîranşarê duh (16ê Tebaxê) bi malbatên xwe re çûbûn Tehranê û bo çareserkirina derd û daxwaziyên xwe li ber avahiya Serokomariya Îranê kom bibûn. + +Parêzerên zarokên Şînawê ev yek piştrast kirin û gotin, zarokên birîndar ên Şîngawê û malbatên wan li ber avahiya serokomariya Îranê kom bûn û nerazîbûna xwe li hember bêdengiya rayedaran li ser arîşe û tengaviyên xwe anîn ziman. +Yek ji parêzerên zarokan bi navê Husên Ehmedî Niyaz ragihand, mixabin arîşeyên wan zarokan pir in ji ber ku şîrketa bîme ya Îranê bi hêceta ku ew zarok keç in bi temamî wan qerebû (bîme) nake her wiha paşeroja wan zarokan zêde ronahî nîne. + +Ehmedî Niyaz berê gotina xwe da Serokomar Hesen Rûhanî û wiha got: ";Hesen Rûhanî bixwe mafnas e ji ber wê jî em li bendê bûn mîna mafnasekî nêzîkî derd û kulên wan zarokan bibe."; + +Bavê yek ji keçên birîndar jî li ser wê çalakiya nerazîbûnê got, ji me re gotibûn emê mûçe bidin wan zarokan lê ev du sal bi ser re derbas bû hîn jî ew soz nehatine cîh. Her wiha dibêjin ji ber ku zarokên hank eç in emê tenê nîvê bîmeyê bidin ev jî nehatiye cîh. Niha keça min tiliyên xwe ji dest dane, guhê wê kerr bûye rewşa wê jî pir xirab e hêviya me ew e ku guh bidin daxwaziyên me. + +Ji aliyekî din, nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî ragihand, ew êdî li ser zarokên gundê Şînawê tiştekî nabêje û wiha got: ";Ji ber ku dema ez li ser vê mijarê diaxifim hevkarê min nûnerê Pîranşarê Resûl Xizrî hers dibe."; + +Li gorî agahiyan, beriya niha nûnerê Pîranşarê di Parlamentoya Îranê de Resûl Xizrî ku gelek caran bi arîşeyên zarokên Şînawê re eleqedar dibû, oltîmatom dabû Fettahî ku êdî li ser zarokên Şînawê daxuyanî need. + +Demek kurt piştî bûyera Şînawê, serokê parlamentoya Îranê Fettahî, Xizrî û parlamenterekî din erkdar kiribû ku li pey bûyera Şînawê herin. + +Roja 5ê Kanûna 2012an, li gundê Şînawê yê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê sobeya dibistana seretayî ya keçan a gund agir pêketibû û di encamê de dibistan hemû şewitîbû. Di bûyerê de 2 zarok mirin û 27 jî birîndar bûn ku birîna hinek ji wan derdora %45 bû. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku êrişên çekdarên DAIŞê li dijî kurdên êzdî bi hemû awayekî jenosîd e. Barzanî ji Parlamentoya Iraqê jî xwest, êrişên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek jenosîd pesend bike. + +Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya. + +Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê, êrişên DAIŞê li dijî Başûr bi taybet devera Şingalê kir û ragihand, ew bûyerên ku bi ser xûşk û birayên êzîdî de hatine û sûcên ku terorîstên DAIŞê derheqê wan de dike bi her pîvanekî jenosîd e û wiha got: + +";Ev êriş û trajediya piştî bûyerên Helebce û Enfalê mezintirîn trajediya ye ku tê ser gelê Kurdistanê. Ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Parlamentoya Iraqê dixwaze êrişên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî wek jenosîd pesend bike û li gorî wê tevbigere."; + +Barzanî li ser rewşa koçber û penaberên êzîdî û mesîhî yên ku ji ber êrişên DAIŞê neçar mane ji cîh û warê xwe birevin jî got, rewşa awareyan trajediyeke mirovî ye û pêwîstî bi alkariya navdewletî heye. + +Li ser rewşa şerê li dijî DAIŞê û hêzên Pêşmerge jî Serokwezîr Barzanî diyar kir, di warê serbazî de guhertinek mezin heye û hêzên Pêşmerge li hemû eniyên şer de pêşve diçin. + +Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokê Amerîka Barack Obama û welatên din ên cîhanê jî kir ku bi hewara gelê Kurdistanê hatin û di şerê li dijî DAIŞê de pişta hêzên Pêşmerge girtin. + +Di civînê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir jî behsa rewşa eniyên şer û hêzên Pêşmerge kir û got, hêzên Pêşmerge li seranserê sînorê Herêma Kurdistanê di nav şer de ne û li dijî DAIŞê şer dikin û heta niha derbên giran li wê koma radîkal dane. + +Seyîd Qadir anî ziman ku nebûna hêzeke niştimanî û profesiyonel a pêşmerge li Herêma Kurdistanê aliyekî lawaz ê hêzên Pêşmerge ye ev jî divê were çareserkirin. + +Wezîrê Pêşmerge da zanîn, hatina çekan bo Kurdistanê didome û ew çek li gorî pilan û pêwîstiyan bi ser eniyên şer de tên belavkirin. + +Efrîn (Rûdaw/ANHA) - Li gundê Kemrûkê yê navçeya Mabeta ya Efrînê şûnwarê aşeke avê ya kevnar ku vedigere nêzîkî 200 sal berê, hat dîtin. Ew aş di sedsala 18’an hatiye avakirin û di sala 1992’an piştî ku tunela avdaniyê hat çêkirin bi temamî hat rawestandin û hilweşiya. + +Yek ji aşên kevnar ên herêma Efrînê aşê gundê Gemrûkê ye û beriya nêzîkî 200 sal li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta ya Efrînê li ser çemê Efrînê hatiye avakirin. + +Derbarê dîroka wê aşê de welatiyê bi navê Mehmûd Birîm ê ji gundê Gemrûkê wiha got: + +";Dîroka avakirina aş li gorî min ji bapîrê xwe bihîstiye, vedigere nêzîkî 200 sal berê û ji aliyê malbateke Ermenî ve hatiye avakirin. Aşav li ser çemê Efrînê hatiye avakirin û bi avê dihat gerandin. Ava çem di coyên taybet re diherikî û perwaneyên aş ku bi kevirê Bazilt (yên wekî destarên mezin hatine çêkirin) ve hatine girêdan, digerandin."; + +Birîm diyar kir ku di aşavê de du kevirên bazilt (destarên mezin) hebûn û di bin bermahiyên lehiyan de man. + +Mehmûd Birîm da zanîn ku aş ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn û ard çêdikir. Vê aşê pêdiviya hemû gundên derdorê ji ard pêk dianî. + +Birîm di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber lawazbûna pilanên rêjîma Beisê di warê çandiniyê de, aş ji sala 1992’an ve bi temamî hat rawestandin. Her wiha ji ber ku coya ava avdanê di nîvê aşê kevnar re hat birin û sûlava li ser çem jî hat hilweşandin. + + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pir nêzîkî bendava Mûsilê bûne û ";tenê 2 kîlometr"; maye bendavê bi temamî ji destê DAIŞê derbixin. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li nêzîkî bendava Mûsilê ragihand, hêzên Pêşmerge niha gihîştine derdora Tilkêfê û pir nêzîkî bendavê bûne. + +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li eniya Mûsilê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn bi awayekî pilankirî û rêkûpêk li dijî DAIŞê şer bikin. + +Li ser teqandina bendavê jî wî fermandeyî got, li gorî min tiştekî wisa çênabe ji ber ku ti hêzek newêre wê yekê bike. + +Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, bi dehan kuştiyên DAIŞê li wan deran ketine… + +Hewlêr (Rûdaw)- Walîtiya Amedê , li ser îdîa danîna peykerê yekem Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan Mehsûm Korkmaz li licê dozek vekir. + +Amed (Rûdaw) – Walîtiya Amedê ragihand, li dijî danîna peykerê fermandeyê PKKê Mehsûm Korkam li gundekî Amedê, doz vekiriye. + +Alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 30emîn salvgera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê li dijî Tirkiyeyê de li gundê Sisê yê Amedê şahiyek li dar xistibûn. + +Piştî şahiyê peykerê fermandeyê PKKê di yekemîn çalakiya leşkerî de Mehsûm Korkmaz bi navê kod Egîd li gund danîbû, ev yek di medyaya Tirkiyeyê de bibû rojev. + +Ji ber wê jî Walîtiya Amedê îro ragihand, li dijî danîna peykerê Mehsûm Korkma li wî gundî doz vekiriye da ku kesên ew peyker danîne bên cezakirin. + +PKKê roja 15ê Tebaxa 1984an dest bi şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê kiribû. Yekemîn çalakiya leşkerî ya PKKê jî li navçeya Eruhê ya Sêrtê bi fermandehiya Mehsûm Korkmaz pêk hatibû. + + + Hewlêr (Rûdaw)- Moleta ku Desteya Navxwe ya Kantona Cezîrê dabû partî û sazyan ji bo ku ruxset û destûra kar bistînin, duh, 17ê tebaxê qediya û Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ji bo vê yekî dicive. +Desteya navxwe ya Kantona Cezîrê di 16 tîrmehê de moletek heta 17 tebaxê dabû hemû partî û sazîyan li Cezîrê daku ruxsetê bistînin, herwiha raghandibû ku yê ruxsetê nestîne wê hemû ofîsên wan bên girtin. +Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çend partî û rêxistnên ciwanan jî pêk tê, dibêje ew îtîrafê bi wê rêveberyê û biryarên wê nake û ruxsetê jî ji tu kes û aliyekî nastîne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêza Parastina Gel HPGê diyar kir, wan li hember çêkirina bendavan li navçeya Karborana Mêrdînê û gundê Tilîk ê girêdayî navçeya Qaxizmana Qersê çelakiyên hişyariyê pêk anîne. +HPG di daxyaniyekî nivîskî de ragihand ku, Gerîlayên wan bi buneya salvegera pêngava 15ê Tebaxê li hemberî şantiyeya Gulsa ya li Qersê çalakiyeke hişyariyê pêk anîne. +Navenda Çapemenî û Ragihandina HPGê anî ziman ku, Ji aliyê Fermandariya wan ya Eyaleta Mêrdînê ve li hemberî Bendava li navçeya Mêrdînê Kerboranê tevî gelek caran hişyarî hatiye dayîn jî çêkirina wê didome gerîlayên HPGê di 13ê Tebax û şazdeyê Tebaxê de çend rêzeçalakiyên bi armanca hişyariyê pêk anîne. +Wek tê zanîn partiyên bakûrê kurdistanê hikûmeta Tirkiyê tometbar dikin ku, piştî pêvajoya aşitî di navebra wê û PKKê de dest pê kir, û bi armancên leşkerî, çêkirina bendav û qereqolan zêde kir. + +Mûsil (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge derbasî nava komlegeha kargêrî ya Bendava Mûsilê dibin û çekdarên DAIŞê jî pira sereke ya xwarî bendavê diteqênin. + +Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Pêşmerge çûn nava komlegeha kargêrî ya Bendava Mûsilê, lê hîn teqeyek kêm maye."; + +Derbarê kontrol kirina wê deverê jî, çavkaniyê diyar kir ku: ";Hêzên me li başûrê bendavê ne, heta niha gundê Babnnêd û tevaya wê navçeyê di destê me de ye."; + +Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku, aliyekî bendavê û komelgeha kargêrî ya bendavê di dest wan de ye lê got: ";Hebûnek lawaz a çekdarên DAIŞê li aliyê din ê çiya heye û omêda mayîna wan li wî sînorî kêm e, lewma pira serekî ya xwarî bendavê teqandin."; + +Ji aliyê xwe, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li eniyên şer, Hêvîdar Ehmed got: ";Hêzên Pêşmerge karîn deriyê Bendava Mûsilê kontrol bikin û ew niha di pêşengiyê de ne."; + +Herwiha peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, hîn çekdarên DAIŞê li nêzîk bendavê mayîne. +Dihok (Rûdaw) – Di komkujiya gundê Koço yê Şingalê de ku bi dehan kes ji aliyê çekdarên DAIŞê de bi yekcarî hatin kuştin, 3 kes rizgar bibûn, ew sê kesên han îro gihîştin Dihokê. + +Yek ji wan sê kesan ji Rûdawê re behsa komkujiyê û çawaniya rizgarbûna xwe kir û got, destpêkê çekdarên DAIŞê ji me re gotin êdî em tiştekî nabêjin we û emê we efû bikin lê paşê dest bi komkujiyê kirin. + +Wî rizgarbûyî Koço ev agahî dan Rûdawê: + +-15 seyare hatin, bi sîleh û çekan hatin. Hemû kom kirin, divê hemû kes kom bikin. +-Di nav nîv saetê de hemû kom kirin. Em xistin nav medresê. Ehmed Caso re gotin, me ji we re gotin bibin misilman lê hûn nebûn misilman. Lê çend rojan berê ji me re gotibûn emê we efû bikin. +-Lê piştî 5 deqeyan gotin pereyên xwe bînin bidin me. +-Paşê gotin heçiyê mobîl hene bînin. Piştî wê gotin bila jin zêrên xwe bînin, ne pere ne telefon ne jî zêr man. +-Zêdetirî 10-15 kes birin, em birin nêzîkî sîbayê. Hemû kuştin. Min xwe mirand min xwe nelivand… + + +Îlam (Rûdaw) – Li devera Mormorî ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 6.2 pileyan hejiya û herî kêm 250 kes birîndar bûn. + +Îro danê sibê li devera Mormorî ya girêdayî bajarê Avdananê ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 6.2 pileyan hejiya. + +Li gorî amarên fermî, herî kêm 250 kes ji ber erdhejê birîndar bûne her wiha zirarek mezin gihîştiye avahî û xaniyên welatiyan lê heta niha nayê zanîn ka ji ber erdhejê ti kes miriye yan na. + +Hat gotin ku birîndar li bajarên Dêhloran, Avdanan û bajarê Loristanê (Xûzistan) tên dermankirn. + +Li gorî agahiyan, xelkê Mormoriyê hemû li malên xwe derketine ji ber ku piştî erdhejê herî kêm 80 carên din jî erd hejiyaye. + +Tîmên rizgarkirin alîkariyên mirovî yên mîna ava û xwarinê digihînin xelkê ku ji tirsa erdhejê ji malên xwe reviyane. + +Qaymeqamê Avdananê jî ragihand, 2 hezar û 700 xanî û avahiyên Mormoriyê ji ber erdhejê zirar dîtine. + +Zûmar (Rûdaw) – Li gundekî devera Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 17 çekdar hatin kuştin. + +Jêderekî ji Fermandehiya hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, duh li gundê Omer Xalid ê nahiyeya Zûmarê 17 çekdar di şer de hatin kuştin û 2 otomobîlên wan jî hatin şewitandin. + +Ev çend roj in balafirên şer ên Iraq û Amerîka çeper û çekdarên DAIŞê li derdora bendava Mûsilê didin ber bombeyan. + +Bendava Mûsilê îro bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. + + +Dihok (Rûdaw) – Li gorî agahiyên ku mezinekî gundê Koço yê Şingalê dane Rûdawê, ji 1707 zilamên tenê 180 kesan karîn ji komkujiyê rizgar bibin, her wiha 420 zilam jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatine kirin. + +Roja îniya borî (15ê Tebaxê) li gundê Koço ku 20 km dûrî bajarokê Şingalê ye û gundên derdorê hemû ereb in, bi dehan zilamên gund ku hemû kurdên êzîdî ne bi hêceta ku nebûne misilman ji aliyê çekdarên DAIŞê ve komkuj hatin kirin. + +Mezinekî gundê Koço bi navê Naîf Caso ku şevekî beriya komkujiya Koço çûbû Dihokê ji mirinê rizgar bibûn. Caso li ser komkujiyê ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê destpêkê baş nêzîkî gundiyan bibûn ji wan re xwarin anîbûn, nexweş biribûn nexweşxanê. + +Naîf Caso anî ziman ku çekdaran ji ber wê yekê baş nêzîkî gundiyan bibûn ku wan vegerînin ser ola îslamê lê dema zanîn gundî nabin misilman dest bi komkujiyê kirin. + +Li gorî agahiyên Caso, cara ewil derdora 105 malbatên gund xwestibûn ji gund birevin lê li nêzîkî Geliyê Qinê û gundê Tilqesebê ku 10 km dûrî Koço ye, çekdarên DAIŞê pêşiya wan girtibûn û 62 zilam ji wan komkuj kirin jin û zarok jî revandin. + +Wî mezinê gundê Koço wiha domand: ";Hezar jin û zilamên din ên gund jî birin cihekî nediyar. Heta bûyera Şingalê jî me dizanîbû sax in lê niha em nizanin çi hatiye serê wan."; + +Naîf Caso, da zanîn ku herî kêm 420 zilam, jin û zarok li gundê Koço ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û wiha got: ";Cara ewil hinek komkuj kirin lê 3 kes ji ber ku ketibûn bin cenazeyan rizgar bibûn û reviyabûn çiyayê Şingalê. Cara duyem jî 4 kes ji komkujiyê rizgar bibûn û ji mirinê filitîbûn."; + +Caso diyar kir ku ji gundê Koço tenê 180 kesan karîne ji komkujiyê rizgar bibin û bi silametî derbasî bajarê Zaxoyê bibin. + +Ji aliyekî din, berpirsê PDKê li Şingalê Qasim Şeşo jî ji Rûdawê re got, li gorî agahiyên ku gihîştine me derdora 1000 kesên gundê Koço zindî ne û niha li Tileferê ne. + +Qasim Şeşo da zanîn, çekdaran ji wan re gotine nehêlin balafir li wan bidin da ku ew bikarin wan girtiyan berdin û bi silametî bigihînin cihên xwe. + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji devera Tilkêfê ya nêzîkî Mûsilê re ber bi bendava Mûsilê diçin û hewl didin pêşiya teqandina bendavê ji aliyê DAIŞê ve bigirin. + +Piştî ku bendava Mûsilê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge, tê gotin ku DAIŞê deverên derdora bendavê bi teqemeniyên mîna TNT hatiye bombekirin lewma hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi tedbîr nêzîkî bendavê dibin. + +Jêderekî taybet ji Rûdawê re got, hêzeke taybet a Pêşmerge û hêzeke taybet a artêşa Iraqê bi fermandehiya Fazil Berwarî xwe nêzîkî bendava Mûsilê kirine û otomobîlên taybet ên pûçkirina TNT bi xwe re birine. + +Li gorî pisporên serbazî, piştî ku Amerîka zanîn DAIŞ nikare bendava Mûsilê biteqîne dest bi bombebarana çepên wê rêxistinê yên li derdora bendavê kir. + +DAIŞê roja 8ê vê mehê bendava Mûsilê ku bendava herî mezin a Iraqê ye, zeft kiribû lê piştî çend rojan bombebararn û êrişên hêzên Pêşmerge bendav îro bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge. + +Mûsil (Rûdaw) – Li derdora bendava Mûsilê di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de herî kêm 23 çekdar hatin kutşin û 6 çekdar jî dîl hatin girtin. + +Berpirsekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, îro li derdora bendava Mûsilê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de derket. + +Wî jêderî da zanîn, di wî şerî de 23 çekdar hatin kuştin, 6 çekdar dîl hatin girtin her wiha pêşmergeyek jî şehîd bû. + +Li gorî agahiyên wî berpirsê pêşmerge, bendava Mûsilê bi temamî hatiye kontrolkirin lê guman tê kirin ku devera bi navê Behir Sinaî ya bendavê hatibe bombekirin. + +Beriya niha jî berpirsekî Pêşmerge ji Rûdawê re gotibû, hêzên taybet ên Pêşmerge û artêşa Iraqê hewl didin ew TNT û teqemeniyên ku li derdora bendavê ji aliyê DAIŞê ve hatine bicîkirin, pûç bikin. + + +Wan (Rûdaw)- Serokê Komeleya Mazlum-Derê ya Şaxê Wanê Yakup Aslan û çiyager Omer Demez bo mebesta protestokirna êrişên DAIŞê yên li dijî Şingalê ji herêma Feraşînê ya Colemêrgê heta bajarê Wanê meşiyan. +Aslan û Demez roja şemiyê (16ê Tebaxê) saet 12.00ê bi pankarta ";Şingal Kerbeleya Duyemîn e"; ji devera Feraşînê ya bajarê Colemêrgê bi rê ketin û îro (18ê Tebaxê) saet 12.00ê gihan Wanê. +hevşaredarên Wanê Hatîce Çoban û Bekir Kaya li Wanê pêşwazî li Aslan û Demez kirin. +Yakup Aslan li ser vê çalakiya xwe ji Rûdawê re got, wan tenê bi şev 5 saetan bêhna xwe vedane û tim bi gavên mezin meşiyan. +Aslan ragihand ku piştî ji çiyayên Feraşînê derbasbûn rêya xwe li hin gundan xistine û gundiyan jî eleqeyek baş nîşanî wan dane. +Serokê şaxa Wanê ya Mazlum-Derê Aslan diyar kir ku di heyama vê meşê de rastî ti nexweşiyekê wisa nehatin ku pêwîstî pijîşk bike. +Çoban û Kaya jî ji bo hestiyariya Aslan û Demez spasiya wan kirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Rojnemaya amerîkî ya Wall Street Journalê di raportekê de behsa şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, çekdarên DAIŞê ji şervanên jin ên YPGê ditirsin û ji wan direvin. + +Çekdarên DAIŞê dema dadikevin şer û dibihîsin ku gerîlayên YPGê yên jin di nav şer de hene hêrs dibin û eniya şer diterikînin. + +Ji ber ku li gorî baweriya çekdarên DAIŞê, eger ew bi destê gerîlayên jin ên YPGê bên kuştin dê neçin bihiştê!!! + +Rûdaw (Hewlêr)- Kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, wê ji niha û pêve bikeve bin serpereştiya rêxistin UNICEFê. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro, 19ê tebaxê, wê Kampa Newrozê bi awayekî fermî ji bin serpereştiya rêveberiya kantona Cizîrê derkeve û têkeve bin serperştiya UNICEFê. +Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, nêzîkî 10 hezar koçberên ku ji Şingalê reviyane, li Kampa Newrozê dimînin. +Kampa Newroz îsal hatiye avakirin û li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve. +Rêveberiya kantona Cizîrê dibêje, ew kamp ji aliyê wê ve hatiye avakirin û vekirin, lê belê wezîrê ragihandina Sûriyê Umran Zuhbî ji Rûdawê re got ku hikûmeta Sûriyê ew kamp ji bo koçberên Şingalê vekiriye. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serpiriştiyarê Hêzên Pêşmerge li eniya Dubiz, Xalid Şiwanî ji hewlek kuştinê rizgar bû. + +Derbarê bûyerê de, Xalid Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Îro, 19ê tebaxê, serê sibehê, em ji Dubiz ber bi Kerkûkê ve vedigeriyan, dem em ji gundê Baciwan ku gundek erebnişîne derketin, 3 bombeyên vedayî bi karwanên otombîlên me de teqiyan."; + +Şiwanî da zanîn jî ku otombîlên wan gullenebir bûn, lewma ti ziyanê mirovî ji encama teqîna wan bombeyan neketin. + +Navbroî diyar kir ku, hin ziyan gihiştine otombîlên wan. +Amed (Rûdaw)- Li Liceya navçeya Amedê, ji aliyê leşkerên tirk ve, peykerê Mahsum Korkmazê fermandarê PKKê hat hilweşandin. Piştî bûyerê pevçûn derket, di encamê da kesekî jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn. +Leşkeran vê sibê saet 6an ji bo rakirina peykerê fermandarê PKKê Mahsum Korkmaz dest bi operasyonê kir. Gelê li qadê bûyî kom jî li dijî vê derket. +Di encam bûyeran de kesê ku bi navê Mehdî Taşkin (24) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Kesê ku bi navê Savaş Topkaya jî bi guleyan birîndar bû. +Li gundê Sisê ya navçeya Liceyê, par ji bo gerîlayên PKKê yên di şerî de jiyana xwe ji dest dayîn ";Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar"; hatibû avakirin. +Di 30mîn salvegere detspêkirina PKKê ya şerî de li gundê Sisê ya Liceyê peykerê Mahsum Kormaz hatibû çikilandin. +Mahsum Korkmaz weke fermandarê serdegirtina 15ê Tebaxê ya 1984an de li Dihê û Şemzînanê tê zanîn. +Dozgeriya Amedê ya Komarê jî piştî çikilandina peykerî, bi hêceta ";propagandaya terorê"; lêpirînek dabû destpêkirin. +Di encam lêpirsînê de Dadgeha Liceyê bi hêceta ";alava sucê"; biryara destdayîna peykerî dabû. + + +Kamîraman ..hejar xorşîd +Penaberên Kempa Muqiblê yên di sala 2004an de ji Rojava yê Kurdistanê penaber bûn ,piştî serhildana 12 avdarê +ew piştî deh salan dibêjin ko rewşa wan weke xwe ye û bi riya RûDAWê doz dikin ji rêxistinên navdewletî herwiha ji hikûmeta kurdistanê ko dawî li piştguhkirina wan werînin +ebd el-ezîz ¤WA0 4832 ¤WA1 4800 birîndarekî serhildana 12 avdarê +Ebd el-zîz lawê amûdê yek ji ciwanên kurd yên di roja 12 avadarê sala 2004 an de, birîndar bû bû ..piştî deh sal û çend meha ser serhildanê hê ne hatiye dermankirin û ew li kempa muqbilê ye li parêzgeha duhokê +Ne tenê ebd el-ezîz lê 85 malên li Kempa Muqiblê bi cih bûne , dibêjin ew piştguhkirîne..tevlî ko ew dibêjin ewan deryek ne hiştin û berê xwe ne danê de, lê ne rêxistinên navdewletî,ne jî rêxistin û dezgehên fermî li başûrê kurdistanê bi çavê alîkariyê li wan nerînê +Ji bilî 85 malên kempa muqiblê, 88 malên din ko ew sala 2004 an penaber bûne ew bûne xwedî xanî û çavdêrî, +lê penaberên kempa muqiblê nizanin sedema ko dike çi penaberên ko li başûrê kurdistanê bi cih bibin ji penaberên rojava yê kurdistanê yên piştî kirîza sûriyê hatine ta bi penaberên mûsilê sala 2014 û penaberên êzîdî ji çiyayê şengalê yên di rojên dawî gihaştin parêzgeha duhokê,ew tev li wan bê nerîn bi çavê ko pêwistî alîkariyê ne, +tenê kempa muqiblê ne di xişteya karê dezgeh û rêxistina de ye . +Ji ber vê yekê penaberên li muqiblê destê xwe nedan ber rû wê xwe û ewan xwe bi xwe hewl dan rewşa akincîbûna xwe baş bikin li gorî şiyanên nav destê wan de +Bê bawerin ko îdî wê alîkariyan wan bibe eve ziman hale penaberên kempa muqblê lewma ew ragihandinê dibînin hêviya xwe ya dawî + + +Rûdaw (Hewlêr)- Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de rexneyên giran li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û ragihand ku ew, pêgirî biryarên rêveberiyên xweser ên PYD û ";çekdarên wê"; nabin. + +Encûmena navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ku piştî bidawî hatina civîna wê duh, 18ê tebaxê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê weşandibû, ragihand ku ew ";Hemû biryar û merasîmên ku ji aliyê rêvebriyên xweser ên PYD û ";çekdarên wê ve derdikevin";, wek amajeyekê bo Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina JInê YPJ û hêzên asayişê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, nakin. + +Herwiha encûmena navendî ya PDK-Sê ew biryar û merasîmên rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê bi ";Hewldan bo binçavkirina jiyana siyasî li deverên Kurdî"; da zanîn û got ku ew, rewşê bêtir aloz dikin û perçebûna cadeya kurdî zêde dike û dibe sedema nearamiyê û koçberiya zêde ya kurdan ji deverên xwe. + +Di çileya sala 214an de, PYD, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojayê Kurdistanê ye, û çend hevalbednên wê ji Kurd, Ereb û Mesîhî û bêy beşdarî rezamendiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rojavayê Kurdistanê kirin 3 beş (Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Koantona Efrînê) û li her beşekî rêvebriyek bi navê, rêveberiya xweseriya demokratîk, pêk anîn, bêy ku ti sîmaya Kurdî ya jî Kurdistanê bide wan rêvebriyan. + +PDK-S, ku di 4ê nîsana îsal de ji encama yekîtiyê di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), herdu baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û wek hevalbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, kiryarên bi kîn û biryarên şaş ên rêvebrî û çekdarên PYD tenê xizmeta rejîma Sûriyê û berdewamiya wê dikin û zirarê dighînin yekîtiya rêz û hewlesta Kurd û dijberiyeke Kurd-Kurdî nêzîk dike. + +Herwiha encûmena navendî ya PDK-S daxwaz ji PYD kir ku, ji wan hewlestên xwe yên borî û hemû biraya û tedbîrên nerewa derheqê gel de vegere û demlidest hemû girtiyên siyasî serbest berde, û êdî nema tevgera siyasî ya Kurd têxe goşe û quncikên cihê şermê de. + +Di dema borî de, rêveberiyên xweseriya demokratîk li her yek ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê du biryar pejirandin ku bûn sedema kûrbûna nakokiyên di navbera wan rêvebriyan û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ku PDK-Sê pêkhatek sereke ye ji pêkhatên wê. + +Her du birayrên rêvebriyên xweser derbarê, xizmeta leşkerî ya neçar, ku her kesê temenê wî di navbera 18-30 dalî de li xwe vedigire û li ser wan feriz dike ku 6 meh an tevlî pewerdeya leşkerî bibin. Biryara duyem jî derbarê yasaya partiyên siyasî yê, ku li gor wê dibe her partiyek siyasî ku bixawze li Rojavayê Kurdistanê kar bike, destûr û rûxsetê ji rêveberiyên xweseriya demokratîk werbigre, yan dê karên wê bê qedexe kirin û ofîsên wê bên girtin. Ew her du yasa jî bi hemû awayan ji aliyê ENKS û partî û pêkhatên nava wê tên red kirin. + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Amedê ji ber aloziya ku di encama rûxandina peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de derket, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî 2 sivîl jî birîndar bûn. KCKê jî banga xwepêşandanê li gel kir. + +Ji ber ku leşkerên Artêşa Tirk peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz rûxand û xelkê Licê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, leşkeran bi gulleyan û bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kirin. + +Di mudaxaleya leşkeran de welatiyê bi navê Mehdî Taşkin jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan di dema mudaxaleyê de leşkerekî pispor jî birîndar bû. + +Cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Di otopsiyê de jî derkete holê ku Taşkin bi gulleyê hatiye kuştin. + +Li ser vê yekê gelek kes li ber nexweşxaneya fakûlteyê kom bûn û cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo definkirinê ber bi Licê ve bi rê kirin. + +Darbesta Taşkin bi ala PKK’ê hate xemilandin. Girseya li ber nexweşxaneyê di dema birêkirina cenaze de dirûşma ";Şehîd namirin"; berz kir. + +Piştî ku bûyera Licê deng veda, Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê jî bi daxuyaniyek diyar kir ku AKP bi agir dilîze û divê dawî li van êrîşên xwe bîne. Ciwanên YDG-H’ê jî banga serhildanê li xelkê kir. + +Bûyerên gundê Sîsê yê bi ser Licê jî hê jî berdewam dikin. Riya di navbera Licê û Çewlikê de jî hêj ji aliyê leşkeran ve nehatiye vekirin. Aloziya li Licê berdewam dike. + +Navenda Giştî ya DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî rûxandina peykerê Mahsûn Korkmaz şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd dê li hemberî vê bêhurmetiya AKP’ê bêdeng nemîne. + +DBP’ê ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê xwest derbarê kuştina Mehdî Taşkin de jî lêpirsîn bide destpêkirin û kujerên Taşkin bêne cezakirin. + + +Rûdaw (Guwêr)- Li bajarokê Guwêr ya girêdayî navşeya Mexmûrê, piştî ku çekdarên DAÎŞê hatin derxistin û bajarok rizgar bû, êdî hilmetên ji bo vegerandina jiyana normal li wir destpêkirin. + +Bi vê armancê jî, şîrketek ji bo paqijkirina bajarokê bi hemahengiya di navbera Şaredariyên Guwêr, Mexmûr, Dîbege û çend navçeyên din hat encamdan. + +Tevî hewlên normalkirina rewşê, lê wek rêveberê bajarok dibêje, paqijkirin bi tenê nebese û pêwîste xizmetguzariyên din jî vegerin. + +Serbarê ku kêmasî di xizmetguzariyan de hene, lê hejmarek xelkê vegeriyane ser milk û malên xwe. Berpirsên Guwerê jî hêvîdarin ku malbat hemû vegerin û jiyana xwe ya asayî car din destpêbikin. + +Şirketa ku li Guwêrê hat encamdan, berî niha li Mexmûrê jî destpêkiribû, wek hewldanekê ye ji aliyên peywndîdar ji bo xelk piştrast bibin û car din li navçeyên xwe vegerin. + +Washington (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wan xortên êzîdî yên ji ber êriş û komkujiyên DAIŞê li ser Şingalê reviyane Rojavayê Kurdistanê, fêrî leşkerî û serbaziyê dike û wan çekdar dike. + +Wênegirê navdarê kovara amerîkî ya Foreign Policy Andrew Quîltî karî serdana wê kampê bike ku xortên êzîdî yên ji ber DAIŞê reviyane Rojavayê Kurdistanê tê de tên perwerdekirin û rewşa wan ji nêzîk ve bişopîne. + +Li gorî yek ji fermandeyên PKKê yên wan xortan fêrî leşkeriyê û bikaranîna çekan dike, dibêje hêza ku ji xortên êzîdî yên devera Şingalê pêk tê li derveyî devera Şingalê şer nake. + +Niha li ser çiyayê Şingalê gellek gerîlayên PKKê hatine bicîhkirin. + +Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed di raporekê de ku di hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de hat belavkirin, behsa wê dike ku gerîla nahêlin ala Kurdistanê li ser çiyayê Şingalê bê danîn. + +Her wiha hefteya borî li ser çiyayê Şingalê hêzên PKK nehîştibûn hêzên Pêşmerge û Amerîka pilana xwe ya êrişa li dijî DAIŞê bixin piratîkê. + +Naveroka rapora kovara Foreign Policy wiha ye: + +Kawe Şingalî, yek ji fermaneyên wê kampê ye ku ji bona fêrkirin û perwerdekirina milîsan du hefte berê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye çêkirin. Kawe dibêje, em van xortên ku dixwazin di rêya doza xwe de bimirin, fêr dikin. Xortên han ji gundên cur bi cur ên Şingalê ne. Şingal dikeve bakurê rojavayê Iraqê ku bi hezaran malbat (ku pirraniya wan êzîdî ne) ji ber êrişên çekdarên DAIŞê ji wê deverê reviyan. + +Wênegir Andrew Quîlît roja 17ê Tebaxa îsal li aliyê Sûriyê ligel yek ji yekîneyên ku ji xortên Şingalî pêk tê, ma. Baregeha wê yekîneyê nêzîkî deriyê Pêşxabûrê û li aliyê Sûriyê ye yanê dikeve aliyê Bakurê Herêma Kurdistanê. Ew xortên Şingalî dibêjin ew xwe fêrî leşkeriyê dikin da ku welatê xwe rizgar bikin. + +Hemû xortên ku perwerdeya leşkerî dibînin yek cur kinc li ber kirine û di destê wan de jî çeka ji curê klaşînkof heye lê çekdar destê Kawe Şingalî çekek amerîkî û ji curê M-4 e. Bi gotina Şingalî, Amerîka cara ewil ew çeka da artêşa Iraqê lê çekdarên DAIŞê di nîveka meha Hezîrana îsal de karîn wan çekan ji destê hêzên iraqî derbixin û wî jî ji DAIŞê standiye. + +Lê ew xort di bin aleke êzîdî de li hev kom nebûne belkî di bi navê erdîngariyekê de li hev civiyane, ew jî parastina Şingalê ye. + +Her çiqas yekîneyên leşkerî ji êzîdî, misilman û mesîhiyan pêk hatiye lê hemû xwe kurd dibînin. Kawe Şingalê ku temenê wî 35 sal e û nehîştiye wênegirê amerîkî yê Foreign Policy wêneya wî bigire, dibêje, tişta ku wan dide pêş îdeolojî û hizra olî nîne her wiha naxwazin li derveyî devera Şingalê şer bikin: ";Em baş nêzîkî her kesî dibin. Ji ber ku gel û millet hemû mîna hev in."; + +Endamên yekîneya Şingalî nû derbasî temenê 20 saliyê bûne yan jî kêmtir in. Beriya ku DAIŞ derbasî devera wan bibe pirraniya wan di nav artêşa Iraqê de bûn, hinek ji wan pêşmerge û hinek jî karkir bûn. Di nav wan de yên ku kesekî wan nehatiye kuştin yan revandin pir kêm e. + +Di kampa perwerdeyê de çekên seretayî didin wan. Ew çek ji aliyê YPGê ve tê dabînkirin. YPGê pirraniya deverên bakurê Herêma Kurdistana Sûriyê kontrol kiriye û nehîşt şerê navxwe yê Sûriyê derbasî wê herêmê bibe. + +Kawe Şingalî dibêje, PKK ku ji aliyê Amerîka ve wek rêxistineke terorîst tê naskirin û Herêma Kurdistanê jî di şerê Şingalê de beşdar in. + +Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de rexneyên giran li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û ragihand ku ew, girêdayî biryarên rêveberiyên xweser ên PYD û "çekdarên wê" namîne. +Herwiha Komîteya navendî ya PDK-Sê ew biryar û merasîmên rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê bi "Hewldan bo binçavkirina jiyana siyasî li deverên Kurdî" da zanîn û got ku ew, rewşê bêtir aloz dikin û perçebûna cadeya kurdî zêde dike û dibe sedema nearamiyê û koçberiya zêde ya kurdan ji deverên xwe. +Di çileya sala 214an de, PYD, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojayê Kurdistanê ye, û çend hevalbednên wê ji Kurd, Ereb û Mesîhî û bêy beşdarî rezamendiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rojavayê Kurdistanê kirin 3 beş (Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Koantona Efrînê) û li her beşekî rêvebriyek bi navê, rêveberiya xweseriya demokratîk, pêk anîn, bêy ku ti sîmaya Kurdî ya jî Kurdistanê bide wan rêvebriyan. +PDK-S, ku di 4ê nîsana îsal de ji encama yekîtiyê di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), herdu baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê hatiye ragihandin û wek hevalbenda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, kiryarên bi kîn û biryarên şaş ên rêvebrî û çekdarên PYD tenê xizmeta rejîma Sûriyê û berdewamiya wê dikin û zirarê dighînin yekîtiya rêz û hewlesta Kurd û dijberiyeke Kurd-Kurdî nêzîk dike. +Herwiha encûmena navendî ya PDK-S daxwaz ji PYD kir ku, ji wan hewlestên xwe yên borî û hemû biraya û tedbîrên nerewa derheqê gel de vegere û demlidest hemû girtiyên siyasî serbest berde, û êdî nema tevgera siyasî ya Kurd têxe goşe û quncikên cihê şermê de. +Di dema borî de, rêveberiyên xweseriya demokratîk li her yek ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê du biryar pejirandin ku bûn sedema kûrbûna nakokiyên di navbera wan rêvebriyan û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ku PDK-Sê pêkhatek sereke ye ji pêkhatên wê. +Her du birayrên rêvebriyên xweser derbarê, xizmeta leşkerî ya neçar, ku her kesê temenê wî di navbera 18-30 dalî de li xwe vedigire û li ser wan feriz dike ku 6 meh an tevlî pewerdeya leşkerî bibin. Biryara duyem jî derbarê yasaya partiyên siyasî yê, ku li gor wê dibe her partiyek siyasî ku bixawze li Rojavayê Kurdistanê kar bike, destûr û rûxsetê ji rêveberiyên xweseriya demokratîk werbigre, yan dê karên wê bê qedexe kirin û ofîsên wê bên girtin. Ew her du yasa jî bi hemû awayan ji aliyê ENKS û partî û pêkhatên nava wê tên red kirin. + + +Kuştiyên ku di encama êrîşên Erebên Bedû li ser bajarokê Dama yê parêzgiha Siweyda li başûrê Sûriyê ku akinciyên wê ji tayifeya Durûz in roja sêşemê di merasîmekê de têne binaxkirin û aloziyên dei navbera her du aliyên Durûz û Bedû yên ku sunemezheb in de metirsiya şer û pevçûnên berfireh li ser bingiheke tayifegerî tînin holê. +Endamê desteya cîbicîkar a Desteya Hemahengiya Niştimanî Salih Nebwanî ji bajarê Siweyda ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: Rejîma Sûriyê hiwil dan ku fitneyekê û dijberiyekê di navbera her du parêzgehên cîran, Siweyda û Dera çêbike lê belê aqilmend û şarezayên her du parêzgihan ev pilanên rejîmê pûç kirin û ji nav birin, lewra rejîm vê carê hewil dide ku vê fitne û dijberiyê di nav pêkhateyên parêzgiha Siweyda bi xwe de derxe. +Nebwanî da zanîn ku piştî ciwanekî ji erebên Bedû hatibû kuştin, xelkê bajarokê Dama bi kuştina wî tohmetbar kiribûn û bi karvedaneke tund çekdarên erebên Bedû bajarok gullebaran kiribûn û bi Hawinan jî topbaran kiribûn û di encamê de, 13 hemwelatî hatibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bibûn. +Nebwanî aşkere kir ku hinek grûpên oldar ên ku pêwendiyên wan ên nehênî bi dezgehên istixbarata hikûmeta Sûriyê re hene, daxwaz li hikûmetê kirine ku çekan radestî wan bikin, lê Nebwanî got ew di wê baweriyê de ye ku hikûmet dê bersiva van xwestekan ne de ji ber ku heta milîsên berevaniya Niştimanî ser bi hikûmetê ve çek û cebilxaneyên wan ji aliyê hikûmetê ve êdî nayên dabînkirin. +Nebwanî diyar kir ku niha alozî li deverê heye lê bi gotina wî ew di wê baweriyê de ye ku careke din hişmend û şarezayên her du aliyan dê karibin rê li pêşiya fitne û dijberiyê bigrin. +Rêberê Durzî û serokê Partiya pêşverû ya sosyalîsta Libnanî Welîd Canbulat di daxuyaniyekê de ji çapemeniya nêzîkî partiya xwe re hoşdarî dabû Durûzên Sûriyê ku tişta li parêzgiha Siweyda dibe ji lîştên rejîma Sûriyê ji bo encamdana fitneyekî ye û bang li wan kir ku ne kevin bi gotina wî vê davka rejîma Sûriyê. +Piştî destpêkirina şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û opozisyona Sûriyê de destpê kiribûn, gellek haletên revandin û kuştin ji xelkê her du parêzgehên hevsînor li başûrê Sûriyê Siweyda ku akinciyên wê durûz in û Dera ku akinciyên wê sunebezhebin encam dan lê bi destêwerdana rûsipiyên her du parêzgihan ew halet hatin sînorkirin. + +Bi fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lîjneyek ji nûnerê serokê herêmê, nûnerek ji wezareta pêşmerge û dadwerekî pêk hat, di vê hefteyê de wê ew komîsyon serdana parêzgeha Duhokê bike. +Piştî bi dûrxistina berpirsiyarê Liqê 17 yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Şengalê, behsa guhertina di çend piledarên eskerî jî tê kirin. +Endamê polîtbîroya Partî Cefer Îbrahîm dibêje, ew hîn jî li ser wê yekê îsrar dikin ku kesên xemsarî kiribin werin cezakirin. + + +Amed (Rûdaw) – Ew leşkerê tirk ê ku di bûyerên îro yên navçeya Licê ya Amedê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. + +Îro li navçeya Licê ya Amedê di navbera hêzên ewlehiyê yên ku peykera fermandeyê berê yê PKKê Mehsûm Korkmaz li gundê Sîsê yê Amedê hilweşandibûn û komek alîgirên PKKê de alozî derketibû û di bûyeran de welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 sivîl û leşkerek jî birîndar bibûn. + +Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew leşkerê birîndar bû pileya wî ya efseriyê hebû jiyana xwe ji dest da. + +Navê wî eferê tirk Ugur Înal bû û li nexweşxaneya Fakulteya Pijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de dihat dermankirin. + +Înal li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê ji dayîk bibû û li Mêrdînê xizmeta xwe ya leşkeriyê dikir lê ji ber aloziyê çûbû Licê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt (Karl Bîlt) de got, hikûmeta nû ya Iraqê ";firsenda dawî"; ji bona çareserkirina alozî û arîşeyan e. + +Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt îro bi şandeke parlamenterên Ewropayê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anî. + +Di civînê de Carl Bildt diyar kir ku bi şandeke Komîsyona Alîkariyên Mirovî ya Yekitiya Ewropayê re hatiye ku alîkariya Kurdistanê bike. Bildt piştevaniya welatê xwe û Yekitiya Ewropayê ji bo Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Wezîrê Derve yê Swêdê her wiha spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku alîkariya koçber û penaberan kirine û ew li Herêma Kurdistanê hewandine û ji destê DAIŞê rizgar kirine. + +Carl Bildt da zanîn, Yekitiya Ewropayê amade ye heta kirîz û alozî hebin alîkariya Herêma Kurdistanê bike. + +Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serdana wezîrê swêdî û şanda pê re bo Kurdistanê hêvîbexş zanî û got, Kurdistanê di rewşek wisa de ye ku pêwîstiya wê bi alîkariya dostan heye. + +Barzanî ji mêvanan re got, Kurdistan niha şerê dewleteke terorîst dike ku bi ti pîvan û pirensîpan ve girêdayî nîne. + +Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî diyar kir, hikûmeta nû ya Iraqê him firsendek baş e him jî firsenda dawî ye ji bo çareserkirina kirîz û aliyên welêt. + +Barzanî li ser vê yekê jî tekîd kir ku nabe hikûmeta nû xeletiyên hikûmetên din dubare bike lê divê stratejiyek nû rêbazek nû bide pêşiya ji ber ku eger wisa nebe dê arîşe û alozî kûrtir bibin. + +Tê zanîn, ev nêzîkî 4 meh bi ser hilbijartinên Iraqê re derbas dibin hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin. Lê herî dawî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm siyasetmedarê şîe yê iraqî Heyder Ebadî erkdar kir ku hikûmeta nû ava bike. +Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku li navçeya Wanê, Sêrêyê efserekî artêşa tirk mir, leşkerek jî birîndar bû. +Li gorî îdiaya medyaya tirkî, li Sêrêyê (Saray), li ser sînorî Tirkiye û Îranê Fermandariya Qereqola Sînorî ya Yamanyurtê tîmeke leşkerî şevê din ket kemîna gerîlayên PKKê. +Li gorî nûçeyê bi çekan gule li tîmê hat barandin. Di encamê de efserek mir, leşkerek jî birîndar bû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi îro tê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê dest xistî, serokwezîrê Îtalyayê îro piştî nîvro saet 3yê dê bigihe Firokxaneya Nêvdewletî ya Hewlêrê. +Wekû tê zanîn piştî êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser navçeyên Başûrê Kurdistanê, gelek welatên Ewrûpî bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dabû û serokwezîrên xwe şandibûn Herêma Kurdistanê. +Herwiha serdana serokwezîrê Îtalyayê jî di vê çaroveyê de tê nirxandin. + + +76 mamoste li dibistanên kempa domîz ev heşt mehe mûşeyê xwe wernegirtine..mamoste ko ew jî penaberin û mûçe bi wan pêdiviyeke da rojînên xwe bibûrînin. +Sedema dernge ketina mûçeyê xwe nas nakin +Mamoste + +Mamosteyên ko mûçê xwe wernedigrtin dewama xwe dikirin û nêzîk bû sala xwendinê ya nû destpê bike û hê tişt derbarê mûşeya wan diyar ne bû ye +Mamoste +Rêveberiya giştî ya perwerdeya duhokê dibêjin ko ji bêtirî 400 mamoste li dibistanê kempa domîzin 360 mamoste mûçeyê xwe wergirtine +Hejar +Şeş dibistan li kempa domîzê ,yek li kempa domîz2 ,yek li war sîtî herwiha yek li kempa gewêlanê heye + +پرۆسهیا پارڤهکرنا ئالیکاریێن مادی ل سهر کۆچبهرێن شنگال و ناڤچهیێن دن ئێن باشوورێ کوردستانێ کو هاتنه پارێزگهها دهۆکێ، بهردهوام دکه. +ڤێ جارێ ژی، ئهو ئالیکاریا کو ژ ئالیێ وەزارەتا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ ڤە تێ پارڤەکرن، ل سهر کۆچبهرێن کو بهرێ خوه دانه قهزا زاخۆ هات بهلاڤکرن. + + +Di hin cûreyên vê dibistanê de pênc mal hene pêkve dijîn alîkariya wan dibe û xwarin tê amedekirin ji layê xêrxwazên parêzgeha û bo wan tê pêşkêşkirin . +Dema derberderiya êzîdiyan bi roja ket dibe ko çareyên din bo wan peyda bibin lewma ew dibînin ko xwarina amedekirî bo wan ne çareye ko rojekê tê bi zêde bûn û carna nayê +Rêjeya Alîkariya ji aliyê xêrxwaza ,rêxistinên hawarçûnê û rêxistanên navdewletî ber bi zêdebûnê ve ne lê dabaşkirina wan bi rengekî ne rêxistinî dike ko kêmasî têkevin hin deverên derbeder lê bi cih bûne +Parêzgarê duhok bo çarserkirina vê rewşa awarte komîteyeke rêxistinaharîkariyan bo awareyan li bi rêve bir ,ji çar endama û cîgirê parêzgar û bi serpirştiya parêzagarê duhokê +Bêtirî 700 hezar panber û derbederî li parêzgeha duhokê niha hene û dema çarseriya rewşa wan û vegerê bo deverê wan ne diyare +Kerkûk (Rûdaw)- Endamê Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel li mala xwe hat kuştin. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, endamê PDKÊ yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel, şeva borî li mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşê de Bêtel jiyana xwe ji dest da. +Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin. +Duhî jî berpirsiyarê Hêzên Pêşmerge yên Dûbizê Xalid Şiwanî di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi bi hevaltiya şandekê serdana Kampa Behirkê ya ser bi bajarê Hewlêrê ve dikin. + +Îro, 20ê tebaxê, Matteo Renzi bi serdanekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin. + +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji Kampa Behirkê ragihand ku, Matteo Renzi û balyozê Îtaliya li Bexdayê û konsulê wî welatî li Hewlêrê serdana bi rê de bo serdana Kampa Behirkê. + +Peyamnêrê me ragihand jî, pêştir tîmek ji UNESCO gihiştî kamû û alîkarî ligel xwe anîbûn, lê heta niha ti alîkarî bi ser koçberan de nehatine belav kirin."; + +Kampa Behirkê ya koçbrên Rojavayê Kurdistanê ye û ser bi bajarê Hewlêrê ve ye. + + +Rûdaw (Hewlêr)- Hêzên Pêşmerge du gundên din ên ser bi qeza Mexmûrê ve kontrol kirin. + +Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: ";Demjimêr 7ê sibehê, hêzek ji yekîneya 47 a fermandeya Hewlêrê, li gor fermanek leşkerî ber bi her du gudên Mihîdî û Çwarguman ve bi rê ketin."; + +Wê çavkaniyê da zanîn ku, piştî ew gehiştin wan her du gundan ";Ti çekdarekî DAIŞê li wan nemabûn, niha hêzên me li wan gundan bi cih bûne û îro em 6 kilometiran bipêş ve çûne."; + +رهنگه گهلهك وێ هزرێ دكن كو چهكدارێن داعش ب تنێ بۆ نههێلانا بهشهكی شنگال دهربازی وێ ئاخێ بوون .... لێ كوردێن شیعه ومهسیحی ههمان قوربانی بوون وهك ئارمانجكرن ... ل سهر وێ چهندێ نه راوهستان وكوردێن سوونه مهزههب ژی وئهوێن بهشداریا شالغێن هاتنا داعش نهكرین ب ههمان شێوهی خهلكێ دی دهلیڤهیا رهڤێ دیتن ودهركهتن ¤WA0 4824 +كوشتنا مرۆڤان ل بهر چاڤێن وان ئیدی پهیڤێن داعشیان ژبۆ ئاشتكرنا وان كه بمینن چ سهرگهه نهگرتن وئهو داعش ب دوژمێ ههر تاكهكی ل ناڤ دبن +ئهو ل ههر باژێر وبایژێرۆكهكی كوردستان دمینن ورهنگه هاریكاریا خهلكێ باشوورێ كوردستانێ ژ وان را قاسی هاریكاریا رێكخهراو وحكومهتێ ههبی كه جی ناڤێ خوه ژی ژ وان را نابێژن ل دهمێ هاریكاریكرنێ ¤WA4 4832 4824 +شنگال ب باژێرێ پێكڤهژیانێ دهاته ل ناڤبرن كه زۆر ئاین ومهزههب ب خوهڤه دگرتن لێ ژیانا ههر تاكه كه وی باژێری هاته ژانڤبرن ب تنێ ئهوێن دهستێ وان ب خوینا شنگالیانس سۆر نهبوویی + + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daxwaz ji welatiyên mesîhî kir ku hizra koçkirinê nekin û dev ji welatên xwe neberdin ";Da bi hevre bikarinbi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin."; +pêşwazî li Petrikê Entakiya û tevaya rojhilat û serokê kolmelgeha petrikên rojhilat û serokê kilîseya maronî, Kardînal ";Mar Bişare Butris Elraeî"; û şandeke bilind ji zilamên ola mesîhî kir, ku ji hejmarek betrik û metranên katolîk û kildan û hejmarek ji berpirsên dezgehên ola mesîhî li cîhan û navçeyê, pêkhatibû. + +Di destpêkê de şanda mêvan spasiya Herêma Kurdistanê kirin bo hewnadina derbiderên mesîhî, êzdî, şebek û pêkhatên din ên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji navçeyên xwe reviyane, kirin. + +Şanda mêvan mebesat serdana xwe jî aşkere kirin û gotin, mebest ji serdanê agehdarî li rewşa derbiderên li Herêma Kurdistanê ye, herwiha gihandina dengê derbideran bo civaka navdewletî da alîkariyên bêtir bi rêya hikûmet Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan bikin. Serkeftin xwestin ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi lêborîn, pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêhatên Iraqê de. + +Di beramber de, Barzanî ragihand ku, ev serdan peyameke bihêz a piştgiriyê ye bo gelê Kurdistanê û şanda mêvan piştrast kir ku, dê Kurdistan bimîne navçeya aramî û aştiyê. + +Barzanî got jî, em xweşk û birayên xiristî piştrast dikin ku em dê terorsîtan bişkînin û dê ev rewş bidawî were. Herwiha daxwaz kir ku welatiyên xirîstî ji welatên xwe dernekevin û ";pêwîste şiyana mayîna wan bihêz bê da em hemû bi hev re bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin."; + +Bi cuda jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li heman şandê kir û ji wan re tekez kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî li hemû pêkhatan dike û bo parastina wan tiştê ji dest tê dike."; + +Serokwezîr Barzanî ragihand jî ku, tiştê niha diqewime zêdeyî şiyana hikûmet Herêma Kurdistanê ye ji ber ku herêm niha ne şerê rêxistinekê dike, lê belê bi hemû pîvanekê şerê dewletek terrorist dioke."; Herwiha piştgisiya xwe bo peyda kirina piştgiriyek navdewletî bo mesîhî û pêkhatên din ên navçeyê anî ziman."; + +Herwiha balikşand ser çekên Pêşmerge û got, piştî sala 2003ê were hikûmeta Îraqê tu pêngav ji bo pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê neavêtine û Bexdayê biçûktirîn çek ji bo pêşmerge nehinartiye da bikare rûbirûyê terorîstan bibe, terorîstan çekê nû û pêşketî li Îraqê bi destketiye. Îmkanên herêma Kurdistanê yên di warê leşkerî de hene tenê dikare şerê grûpên çekdar pê bike, ne şerê dewleteke xwedî çekê giran û pêşkeftî. + +Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re diyar kir jî ku, niha pêşmerge êrîş li dijî DAÎŞ dest pê kirine û pêşmerge gelek dever kontirol kirine, lê vî şerî pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye, ji bona vê jî herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî û digel Bexdayê jî hevkariyê dike daku terorîstan derxin. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got: ";Dengê we li derve gelek girîng e û hûn dikarin di warê avakirina hevpeymaneke navdewltî de ji bona rûbirûbûna terorê roleke berçav bilêz in."; +Pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî li şanda mêvan + + +Tevî biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê derbarê nenaskirina Rêveberiya Xweser û Kantonên ku ji aliyê Partiya yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ji partiyên Kurd û hinek grûpên erebû xiristiyan hatine ragihandin, helwest û nêrînên cuda di navbera partiyên Encûmenê de derbarê reftara bi vê rêveberiya xweser re derdikevin. +Rêvebirê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-Sê û endamê sekretariyeta Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê Mihemed Ismayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (Yekîtî) bi awayekî ne ragihandî û ne belgekirî beşeke ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a bi gotina wî ser bi PYDê ve ye. +Ismayil diyar kir ku bêyî ruxset û biryar Partiya Yekîtiya Demokrat ligel partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hemaheng e û bi gotina Ismayil Partiya navborî li ser asta sekreterê wê Mihyedîn Şêx Alî bi awayekî ne ragihandî beşek ji Rêveberiya Xweserî ye. +Ismayil got Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) endam e di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ye û ti tehefuz li ser biryarên Encûmenê derbarê nenaskirina Rêveberiya Xweser û Kantonan tomar nekiriye. Lewra eger û daxwaza ruxsetê pêşkêşî vê Rêveberiyê û kantonên wê bike Encûmena Niştimanî dê qebûl neke. +Destpêka vê heftiyê, malpereke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ve aşkere kiribû ku şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyê (Yekîtî) bi sedema ku sekreterê wan Mihyedîn Şêx Alî ne amade ye, ji komîteya karûbarên partiyan daxwaz kiriye ku destûra qanûnî ji bo partiya wan were dirêj kirin. +Lê serkirdeyê partiya (yekîtî) li bajarê Efrînê Reşîd Şabanji Tora Medyayî ya Rûdawê re ev nûçe red kir û da zanîn ku wan ji berpirsên Rêveberiya Xweser re diyar kiriye ku ne ji desthilata serkirdayetiya wan li Efrînê ye ku ruxestê bi navê Partiya xwe pêşkêş bikin ji ber ku pêwîstiya vê yekê bi biryara serkirdayetiya navendî ya partiyê heye. +Şaban di heman demê de aşkere kir ku hinek navend û ofîsên partiya wan li herêma Efrînê ruxsetkirî ne û ew amede ne ruxsetê ji navendên xwe yên din re jî werbigrin. +Di vê derbarê de, Rêvebirê Polîtbîroya PDK-Sê got ruxstkirina navend û ofîsan jî binpêkirin û serpêçî li biryarên ENKSê ye û herwiha got eger daxwazên fermî û belgekirî ji bo ruxstkirinê hatibin pêşkêşkirin, encûmen wê vê yekê ji partiya Yekîtiya Demokrat qebûl neke. +Rêveberiya Xweser yasaya ruxsetkirina partiyên siyasî derkiribû û li gor vê yasayê, roja 17ê vê mehê mohleta pêşkêşkirina ruxseta yasayî qediya bû. + + +kampa newroz ya ku dikeve bakorê bajarê dêrikê zêdetir li 10 hezar penaber in şingalê têde dijîn ku ji ber êrîşa daşê reviyan û li kampê bicîbon +li gorî netewin yekboy ku jiyana 500 zarokî di metirsiyê deye me li kampê rewşa zaroka şopand +stby1-- penaber¤WA0 4800 +gelk ji wan zaroka şagirtin dibistana bon û ji ber êrîşa daş reviyan û dorî xwendina xwe ketin herweha dorî heval;n û hin kes jî ji malbata wan winda bon û malva eşa xwe dibêje +stby 2-- penaber¤WA1 4800 +ji ber germa havînî û nebona avek cemdî û gemara ku li kampê belav dibe ew zarok jarî dikevin lê bigiştî ew zarok kêfxweşiya xwe tênîên ziman ku ji mirinê filtîn +stby 3--penaber¤WA2 4800 +her çiqas rewş li kampê xerab be lê dimine xweştir li ser çiyayê şingalê û duh roja 19ê tebaxê kampa newroz ket bin serperiştiya komisiyona bilin a penabera ya bi ser netewin yekboî + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand ku ";Di vî şerî de hûn ne bi tenê ne, şerê we şerê me ye û serkeftina Kurdisranê di şerê terorîstan de serkeftina me ye."; + +Duh, 20ê tebaxê, Serokê Herêma Kurdistnê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel çend berpirs û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi û şanda ligel kirin. + +Di destpêkê de Matteo Renzi mesebta serdana xwe aşkere kir û got, armanca serdanê gihandina peyama piştgiriyê ji Ewropa û welatê wî bo gelê Kurdistanê ye û geştir kitina pêwendiyan di navbera her du aliyan de ye. + +Matteo Renzi aşkere kir ku, parlementoya welatê wî biryar daye ku Îtaliya piştgiriya siyasî û mirovî bo Herêma Kurdistanê bişîne li dijî terorîstên DAIŞê, navborî tekez jî kir ku niha komdengiyek di nav Yekîtiya Ewropa da heye ku ji aliyê leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin. + +Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzannî di civînê de ji serokwezîrê îtalî re got: ";Piştgirî û hevpeyamniya Ewropa û Îtalya wiha dike ku gelê me bihêztir bibe û omdîa wî zêdetir bibe di rûbirûbûna terorê de, hêvî jî xwest ku pêwendiyên Îtalyayê û Kurdistanê getşir bibin."; + +Derbarê hatina koçberan de bo Kurdistanê, Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê li şiyana me bê ji bo yarmetîdan û îdarekirina rewşa wan de dikin û eve jî behs kir ku ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku civakeke xwe ya fireh ol û fireh netewe heye û bi hemû şiyanek ve parêzgeriyê li vê firehiyê dikin. + +Rûdaw (Hewlêr)- Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî baregehe leşkerî li Amedê li Bakuê Kurdistanê kirin. + +Li gor medya Tirkiyê hêzên gerîlayên PKKê duh bi şev roja çarşemê êrîşeke bi gule û rokêtan li bargeheke leşkerî li navçeya Kocakoya bajarê Amedê kir, lê di encama êrîşî de ti kuştî û birîndar ne ketin. + +Hat ragihadnin ku, bargeheke leşkerî ku hêzên Jandarma û yên ewlekarî û polîsan têda diman rastî êrîş grûpekî gerîlayên PKKê hat, û piştî ku hêzên PKKê gule û roket berdan bargehê pevçûnek leşkerî derket. + +Herwiha li gor agahiyên ku artêşa Tirkiyê daye çapemeniyê, gerîlayên PKKê piştî ku êrîşa xwe pêkanîn vekişiyan, û hêzên artêşa Tirkiyê opersyoneke leşkerî dest pê kirin, lê heta niha ti encam jê derneketiye. + +Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê roja 19ê Îlonê peykera serfermandarê PKKê Mahsûm Korkmaz yak u li gundê Sîsa Lîcê hatibû danîn, daxist û di encama xwepêşandanên nerazîbûnê, welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû, û ew bûyer rê li ber çalakiyan vekir. + +Rûdaw (Hewlêr)- ";Hûn bi Xwedê bikin va ez navnîşana cihê ku em lê didim we, hûn jî bighînin firokeyan bila me topbaran bikin û ji vê rewşa dijwar rizgar bikin."; Bi van gotinan Leyla trajedyaya 200 keç û jinên kurd ên dîlgirtî li cem DAIŞê bi rêya telefonê vediguheze. + +Roja 3ê tebaxê, çekdarên radîkal ên DAIŞê êrîşî devera Şengalê kirin û ew dever dagîr kirin, ji herdu komelgehên Giruzêr û Sîba Şêx Xidir ên ser bi devera Şengalê, hejmarek zêde ji zilam û xortan kuştin û jin û keç jîdîl kirin, keçek 24 salî, ku navê wê li cem Rûdawê parastiye, lê emê wê bi Leyala binav bikin, yek ji wan keçan e ku niha li cem DAIŞê girtîne, beşek trajedyaya xwe bi rêya Rûdawê vediguhêze. + +Leyla bi dengekî nizim û tije tirs û hisret bi rêya telefonê ji Rûdawê re dibêje: ";Em nêzîkî 200 jin û keçên kurdên êzdî ne di nava holekê de. Rojane 2 yan 3 car çekdar tên nav holê. Hemû jin hawar dikin û dibêjin me bikujin. Lê ew çekdar li nav me digerin, çi keçek ciwan hebe bo emîrên xwe dibin."; + +Di nava gotinên xwe de, Leyla behsa awayê ku pê hatin dîl kirin dike û dibêje: ";Em li komlegeha Giruzêr bûn, dema çekdar hatin û me nikarîbû biervein, wan dest bi girtina jin, zilam, zarok û mezinan kirin, piştire em birin navenda qeza Şengalê, li wê derê keç û jin ji zilaman cuda kirin. Piştire em bi ";pick-up";an veguheztin cihekî nêzîk bajarokê Beac."; + +Ev navnîşana me ye, bila balafir me topbaran bikin + +Girî û firmêskên Leyla jê re nearîkar bûn da hemû tiştê di dilê xwe de ji me re bibêje, lewma car car kela girî zora wê dibir û ji axaftin diket û piştire digot: ";Bi hawara me ve werin."; + +Ji nişkê ve Leyla got: ";Herin.. Herin ew hatin";. Mebesta wê jî ew bû ku careeke din çekdarên DAIŞê hatin nava holê da çend keçan ji emîrên xwe re hilbijêrin. Pêwendî hat birrîn. + +Piştî bîstekê me carek din pêwndî bi Leyla re kir, dema ku bersiv da çendîn car cihê xwe ji Rûdawê re bi hûrglî aşkere kir û got: ";Hûn bi Xwedê bikin navnîşana me bidin balafiran, bila me topbaran bikin û me ji vê rewşa xirab rizgar bikin."; + +Berî pêwndî bidawî bê, Leyla hawar kir û got: ";Bi hawara me ve werin";, ";Em daxwaz li Amerîka û Ewropa û her kesekî ku dengê me digihêjê dikin, ku bi hawara me vê bên.. me ji destê van zaliman rizgar bikin."; + +Tevî ku heta niha trajedyaya keç û jinên dîlgirtî li cem DAIŞê berdewame, lê hîn ti amareke hûr li ser hejmara wan tune ye, zanyarî di wî warî de tevlîhev in, hin dibêjin 200, hin 500 û hin dibêjin di ser 700 re ne. + +Dema vedigerin xwe dikujin + +Leyla çend wêneyên din ji trajedyaya ku tê de dijîn veguhestin û wiha berdewam kir: ";Rojane 2-3 caran çekdar tên û di nava jinên di holê de çavê xwe digerînin. Jin bang li wan dikin: Me bikujin me ji vê rewşê rizgar bikin. Lê ew du heta sê jin û keçên ciwan ji emîrên xwe re dibin. Ew jî destdirêjiyê li wan dikin."; + +";Dema ku ew keç vedigerin firmêsk ji çavên wan tên xwarê, dema digihêjin nav me dest datînin ser çonkên xwe û serê xwe ditewînin."; + +Leyla balkişand ser wê yekê jî, ku êdî keç û jin bi destê xwe xwe dikujin da ji wê karesata mirovî rizgar bibin û got: ";Heta niha çend keçan xwe kuştine. Her îro keçekê bi desmala xwe, xwe xeniqand."; + +Rûdaw (Hewlêr)- Serokê desteya navxwe ya kantona Cizîrê Kenaan Berekat ragihand ku partiyên ruxseta kar nestandine dê werin dadgehkirin û tekîd kir ku hinek partiyên wek Partiya Baes ruxset ji wan re dernakeve. +Kenaan Berekat di daxuyaniyekê de got ku hêzên asayişa dê serdana wan partî û saziyan bikin ku ruxset nestandine û dê lêpirsîna ligel wan bike daku piştre encamên lêpirsînê radestê dozgeriya giştî bike û ewê jî ji aliyê xwe de li dadgehê dozê li dijî wan partî û saziyan veke. +Serokê desteya navxwe bal kişand ku dadgehê derbarê vê yekê de çi biryarekê bide, ewê pêgirê wê biryara dadgehê bin. +Derbarê Partiya Baes de ku niha ofîsên wê li Qamişlo û Hesekê hene, Kenaan Berekat got, hinek partiyên wek Partiya Baes, ruxset ji wan re dernakeve. +Desteya navxwe ya kantona Cizîrê moletek ji 16 tîrmehê heta 17ê tebaxê dabû partî û saziyan daku destûr û ruxseta kar bistînin, lê jibilî partiyên ku di nava rêveberiya kantonê de cih digirin, ti partiyeke din daxwaza ruxsetê nekiriye. + +Rûdaw (Rûdaw)- Ev 3ê roj in ku şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê û çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) de li devera Cez`a berdewam in. +Di daxuyaniekê de, Navenda Ragihandina YPGê ragihand ku di şer û pevçûnên van her sê rojan de, hêzên wan nêzîkî 140 çekdarên DAIŞê kuştine. +Di heman daxuyaniyê de, YPGê aşkere kiriye ku di encama heman şer û pevçûnan de 15 şervanên hêzên YPGê şehîd bûne. +Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina YPGê, Rêxistina DAIŞ hêzeke mezin ligel çekên giran ji parêzgeha Dêrezorê û devera el-Hol a başûrê rojhilatê Hesekê anîbûn deverê û hewla kontrolkirina riya di navbera Şingalê û Rojavayê Kurdistanê de dabûn. +Ji aliyê xwe ve, Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê roja 19ê vê mehê ragihandibû ku piştî şer û pevçûnan, çekdarên DAIŞê gundê Cez`a li gundewarên Til Koçer kontrol kirine. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Rûpela Rûdaw Kurmancî li ser Facebookê bi hêceta ku ";wêne û mijarên derqanûnî belav kiriye"; bi awayekî demkî hat girtin. + +Endam û xwendekarên me yên hêja! Mixabin Facebookê îro ji me re ragihandiye ku ji ber ";hinek parvekirin û postên we"; rûpela Rûdaw Kurmancî heta 7 rojan tê girtin, lewma em nikarin heta hefteyekê tiştekî bi we re parve bikin lê hêviya me ji we ew e ku hûn nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan bidin... + +Silêmanî (Rûdaw) – Ji ber êrişên çekdarên DAIŞê û girtina bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên wê parêzgehê, jibilî tirkmen û kurdên misilman kurdên şebek jî neçar man cih û warên xwe berdin û birevin Herêma Kurdistanê û deverên ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne. + +Lê şebekên şîe dibêjin, li Başûrê Kurdistanê asankariyên pêwîst ji wan re nayê kirin lewma dixwazin herin Necef û Kerbelayê ku du bajarên mezin ên şîe yên Iraqê ne. + +Beşek ji wan kurdên şebek ku çûne bajarê Silêmaniyê dibêjin, li vir xaniyan nadin me, ji me kefîl dixwazin lê li Necef û Kerbelayê ev tişt tine… + +56 gundên şebekan ên girêdayî Şêxan, Tilkêf û Hemdaniya Mûsilê hene. Hejmara şebekan nêzîka 400 hezarî ye û 11 gundên wan ketine destê DAIŞ’ê. +رووداو - شنگال +شاها یا ۱۰ سالی، زارۆکهکه دنه د ناڤ چیرۆکێن تراژیدی یێن کارهساتا چیایێ شنگالێ کو ۸ ڕۆژێن دژوار ل سهر وی چیایی و د بن مهترسیا ئێریشا چهکدارێن دائیشێ ده دهرباس کرن. +شاها کو ژ مرنێ ڕزگار بوو ، ههم بوویه سیمبۆلا بهرخوهدانێ و ههم ژی بوویه سیمبۆلا کۆچبهریا کوردێن ئێزدی. ئهو نها لگهل دیمهنێن دلێش و ئازارێن وان ڕۆژێن دژوار دژی. + +Amed (Rûdaw)- Li Bakurê Kurdistanê, sala 2012an de 32 kesî nexweşiya AIDSê girtîbû a niha ev hejmar bûyê 52. Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen da zanîn ku piraniya wan nexweşan yên ku têkiliyên wan li Herêma Kurdistanê re hene û got divê di têkiliya cînsî de mirov xwe bi parêzin."; +Li Bakur, heta sala 2006an jî nexweşiya AIDS tune bû. Lê di van salên dawî de zêde bûye. Di sala 2012an de 32 kes nexweşbûn. Du salan de li vê hejmarê 20 kes zêde bû û gihişt 52 kesî. Li Tirkiyeyê yên nexweşiya AIDSê girtî û yên ku tên zanin nêzikê 7 hezar kes in. +Bijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen li ser vê mijarê bi Rûdawê re axivî û ragihand ku ev nexweşî pirsgirieka cîhanê ya giştî ye. +Çelen diyar kir ku cara yekemîn nexweşiya AIDSê sala 2006an li Bakur derketiye û paşê jî zêde bûye. +Doç. Dr. Mustafa Kemal Çelen bal kişand ku piraniya wan nexweşa têkiliya wan bi Herêma Kurdistanê re hene û got, ";Destê me tu delîlên zêde tuneye ku em bibêjin wan ev nexweşî ji wê derê girtiyê. Lê belê piraniya nexweşan an li wê derê dixebitin an jî çûne serdana wê derê."; +Çelen diyar kir ku bi giştî nexweş dema xwînê didîn, bi tesadufî li nexweşiya xwe dihesin û wiha got: +";Qewlê vegirtina nexweşiyê, nava 1-5 salan de tê guhêrtin. Qewlê vegirtinê heta xilas nebe jî nexweşi bi rêya testa xwînê jî diyar nabe. Hin kes piştî têkiliya cînsî, eger bikevin şikê tên ba me. Herwiha heta qewlê vegirtinê xilas nebe nexweşî naye xuyandin, em jî wan heta demekê dişopinîn. +Bijîşk Çelen da zanîn ku nexweşiya AIDSê sîstêma laşê mirovî xira dike û dikare bibe sedema mirinê jî û ragihand ku eger nexweş bê derman kirin emrê wî dibe 20-30 salan zêde bibe. +Mustafa Kemal Çelen bal kişand divê mirov demê têkiliya cînsî de xwe bi parezê û wiha domand: +";Nexweşiya AIDSê bi rêya xwînê û têkiliya cînsî dihihe mirovî. Zewaca yekanê û sinetbûn, ji bo parastina ji AIDSê baş e. Hevzayendî û têkiliya cînsî ya ne yekane ji ber AIDSê rîsk e. Dema zilam diçin berberî bila bi mekîneye partika xwe bidin çekirin û bila jin bi keresteyên xwe makyaja xwe bikin."; + +Çelen got, ";Yên ku şerm dikin nexweşiyê ji hevjîna xwe re bibêje hene. Ji ber ku vedişêrin paşê ev zarokên wan yên nû çêdibin jî nexweş dibin."; + +Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) bersiva sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela da ku gotibû Partiya Yekîtî ji bo hin sedemên darayî ji ";Yekîtiya Siyasî"; derket û armancên xwe yên darayî li Silêmaniyê bidest xistine. + +Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandibû ku 5 fraksiyon di nav Partiya Yekîtî de hene ji ber ku hin ji wan ji vekişîna xwe ji Yekîtiya Siyasî nerazî ne. + +Li ser gotinên Siûd Mela komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Siûd Mela bi rêya van daxuyaniyan dixwaze pirsgirêkên navxweyî yên partiya xwe veşêre. + +Partiya Yekîtî ragihand, ji dêvla ku Siûd Mela êrişî partiyên di Encumena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) de bike, baştir bû ku hewl daba yekrêziya kurdî bihêztir bike û nerîn û projeyan pêkêş bike ji bo rûbirûbûna komployên hikûmeta Sûriyê û siyaseta yekalî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) . +Partiya Yekîtî di daxuyaniya xwe de got ku bingeha partiya wan nirxên şoreşgerî ne nek berjewendiyên madî. + +Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn 5 gundên nêzîkî bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin û rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê bixin bin kontrola xwe. + +Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li nêzîkî bendava Mûsilê, hêzên Pêşmerge karîn îro 5 gund li rojavayê bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin. + +Li gorî agahiyan, yek ji wan gundan gundê Sehrîcê ye ku bi kontrolkirina wî gundî rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê jî ketiye destê hêzên Pêşmerge û bi vî awayî êdî çekdarên DAIŞê nikarin bi hêsanî derbasî her du nahiyeyan bibin. + +Hat gotin, hêzên Pêşmerge niha 15 kîlometran dûrî Zûmarê ne û pêşveçûna wan didome. + +Çekdarên DAIŞê ji destpêka vê mehê ve deverên mîna Zûmar, Eyinzale û guundên derdora wan nahiyeyan girtibûn. + +Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi pilan operasyonên mezin li dijî çekdaran li dar dixin û bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê derbên giran li wan didin lewma çekdarên DAIŞê paşve direvin. + + +Amed (Rûdaw)-Partî û saziyên kurdî yên li Amedê, bang li partî û hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kirin yekîtiya ku hêzên Pêşmerge û PKKê li Başûr li dijî DAIŞê ava kirine, ew jî li nav xwe pêk bînin. + +Serokê Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger Îmam Taşçier ji Rûdawê re ragihand ku ew ji yekîtiya hêzên kurdî li Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kêfxweş in. + +Taşçier anî ziman ku têkoşîna hevbeş a hêzen Peşmerge û PKKê ji bo yekîtiya kurdan girîng e û got, ";Rojava jî axa kurdan e. Li kuderê dibe bila bibe divê kurd li hember her cure êrişên li dijî xwe bi hev re tevbigerin. Divê li Rojava jî wisa tevbigerin."; + +Endamê Meclisa Partiyê ya HAK-PARê Ramazan Moray jî ragihand ku yekîtiya neteweyî girîng e û wiha axivî: + +";Li kuderê êrişek niheq li ser kurdan bê kirin hêviya me ew e ku kurd bi hevre li dijî wê tevbigerin. Divê ji bo Rojava jî wisa be.Helbet biryara şerê pêşmerge li Rojavayê dê Rêveberiya Herême Kurdistanê bide lê belê li gorî min divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de xebat bikin."; +KCKê jî beriya niha bang li hemû kurdan kiribû li dijî êrişên li ser Kurdistanê bibin yek. + + + +Efrîn (Rûdaw) - Bi armanca aktîvkirina peywendiyan bi PYD û TEV-DEMê re , partiyên ENKSê Li Efrînê di civîneke normal de ku berî 3 rojan hatibû lidarxistin biryar dan ku peywendiyên xwe ligel PYD û TEV-DEMê berdewam bikin. + +Berpirsekî ENKSê li Efrînê yê bi navê parêzer Reşîd Şeiban, ku serkirdeyê Partiya El wehde ye jî, derbarê peywendiyên wan bi PYDê re ji Rûdawê re ragihand ku wan wek şaxê ENKSê li Efrînê biryar dan peywendiyên xwe bi PYD û TEV-DEMê re xurtir bikin. + +Şeiban her wiha da zanîn ku wan civînek bi Desteya Hundir a Kantona Efrînê re li dar xistibûn li ser daxwza desteya navbûrî derbarê yasaya ruxsetkirina partiyan. + +Reşîd Şeiban ragihand ku Desteya Hundir ji wan re gotiye ku divê peywendî di navbera wan de berdewam bibin da ku çareyekê bibînin lê ew niha ti carî baregehên partiyan nagrin û giringî ji xurtkirina peywendiyan re di navbera her du encûmenan de ye niha… + +Rayedarê PDK-Sê li Efrînê Mistefa Qazî jî derbarê peywendiyên wan bi PYDê re ji Rûdawê re ragihand ku ew danûstanên yekalî bi ti aliyan re nakin û tenê bi rêya ENKSê danûstandinên fermî çêdibin. + +Qazî ragihand ku wan hemî çalakiyên xwe yên PDK-Sê rawestandine da ku ti alozî bi PYDê re dernekevin holê û ewlehiya herêma Efrînê bê parastin… + +Hewlêr (Rûdaw)-Artêşa Dewletên Yekbûyî ên Amerîka, îro li nêzîkî bendava Mûsilê 6 êrişên asimanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê li dar xist. +Di daxûyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA (CENTCOM) de, balafirên şer ên Amerîkayê çeperên DAIŞê yên li derdora bendava Mûsilê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 wesaîtên DAIŞê yên ji cûrê ";Humvee";, wesaîtek normal a leşkerî û gellek ";cîhazên teqemenî yê emprovîze"; hatin jinavbirin. +Li gorî CENTCOMê, balafiran piştî êrişê bi awayekî ewlehî ji wir dûr ketin. +CENTCOMê her wiha eşkere kir, ji 8ê Tebaxê heta niha 90 êrişên asimanî li dijî çekdarên DAIŞê yên li Iraqê pêk hatiye ku 57ê wan êrişan ji bo piştevaniya hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li bendava Mûsilê hatiye kirin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdsitanê dê li ser rewşa Şingalê û Başûrê Kurdistanê bi awayekî awarte bicive. + +Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, parlamento dê roja 25ê Tebaxa îsal bi awayekî awarte li ser Şingalê û deverên Kurdistanî yên ketine ber êrişên DAIŞê bicive. + +Li gorî daxuyaniya parlamentoyê civîn dê saet 11:00 were lidarxistin ji ber wê jî divê hemû endamên parlamentoyê di civînê de amade bin. + +Hat gotin, di civînê de raporên ku li ser rewşa devera Şingalê û deverên Kurdistanî yên rastî êrişa DAIŞê hatine bê axaftin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî yê bi navê James Fuly, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin, re xwest û wiha got: ";Vê kiryara kirêt rûyê reş yê rêxistina terorîstî ya DAIŞê derxist holê lê ez hîvdar im ev rêxistin dê di şer de ji nav biçe."; + +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî James Fuly û gelê Amerîka re xwest û ragihand, gellek mirovên bêguneh ên êzîdî û mesîhî jî mîna Fuly ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve bi awayekî hovane hatine kuştin. + +Nêçîrvan Barzanî hevxemî û sersaxiya xwe ji gelê Amerîkayê re jî anî ziman û got, ev karekî dirrindane û hovane ye ku li dijî jiyana mirov, hestên malbat û dostên wî her wiha hemû cîhanê hatiye kirin. Birastî fêmkirina vî karê kirêt gellekî zehmet e. + +Serokwezîr Barzanî diyar kir ku rojnamevan James Fuly dixwest aliyên tirsnak ên şer û mirina mirov eşkere bike û bi kameraya xwe dixwest êş û elemên xelkê sivîl ên Sûriyê nîşanî hemû cîhanê bide û wiha got: ";Birastî ez nikarin vê xemê bînim ziman lê ez hêvdar im rêxistina terorîstî ya DAIŞê dê di şer de ji nav biçe."; + +Rêxistina DAIŞê duh vîdyoyek belav kir ku tê de çekdarekî serê rojnamevanê amerîkî James Fuly jêdikir. + +Paşê hat ragihandin ku çekdarê ku serê Fuly jêkiriye welatiyê Brîtanyayê bûye. + +Rojnamevan James Fuly ku li Sûriyê şer dişopand, sala 2012an ji aliyê çekdarên radîkal ên îslamî ve hatibû revandin. + + +دشهران دا زارۆ قوربانیێن سهرهكی نه، نهمازه ل وان كریارێن كۆمهڵكۆژی تێدا دروست دبن، دروودانێن شنگالێ دا ب دههان زارۆیان گیانێ خۆ ژدهستدا، ئهوێن مایی دهربهدهربووینه، زارۆ باسێ وندابوونا پاشهرۆژا خۆ دكهن، خوازیارن جیهان ل دووڤ بانگهوازیا وان بهێت. +زارۆ قوربانیێن سههركی یێن شهرانن، نهمازه دروودانێن كو دژی رهگهز و كۆمهلێن دیاركری و كۆمژكۆژیاندا. +دبوویهرێن دهڤهرا شنگال و دهردوورێن وێ، ب دههان زارۆ ژ برس و تێهناندا گیانێ خۆ ژدهستدان، ئهوێن ماین ژی دگهل كهسوكارین خۆ دهربهدهر بوون. ئهو كاودانێ خۆ ههڤبهر دكهن دگهل زارۆیێن جیهانێ. +باندۆریا ترس و برس و سههما چیایی و چارهنڤێسێ نهدیار ل سهر فیقیێ مالێن كوردێن ئێزدی ل دهڤهرا شنگال ههیه، خۆزیارن جیهان ل دووڤ دهنگێ وان بهێت. +دگهل ڤی كاودانێ نهخۆشێ دهربهدهریێ، هند زارۆ بهحسێ ئاوا ت و ئارمانجێن خۆ دكهن، لێ نزانن سالا خواندنێ یا بهێت دێ ل كیڤه و چهوا خوونن +مهزنده دهێته كرن كو ل روودانێن شنگالێ و دهروبهرا نێزیكی 400 هزار كهس دهربهدهر بووینه كو رێژا پتر ژ 50% ژوان زارۆنه. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li eniyên Guwêr (Mexmûr) û Celewla (Diyale) êrişî çekdarên DAIŞê kirin û gundê Zûmare û bazgeha Kubaşê ji destê wan derxistin. + +Şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de didome. + +Îro danê sibê hêzên Pêşmerge êrişî ser çeperên DAIŞê li gundê Zûmare kirin û karîn wî gundî kontrol bikin. Hat gotin ku hêzên Pêşmerge li wê eniyê ber bi pêşve diçe. + +Fermandeyê tabûra yekem a hêza Xebatê Emîn Kerîm ji Rûdawê re got, di êrişa ser gundê Zûmare de çekdarek hat kuştin, 2 otomobîl û gellek çekên giran û sivik ên wan ket destê pêşmergeyan. + +Emîn Kerîm da zanîn, cenayeyê wî çekdarî kuştî di destê hêzên Pêşmerge de ye lê nasnameya wî nayê zanîn. + +Li eniya Celewlayê jî şer û pevçûn heye. Îro danê sibê hêzên Pêşmerge êrişî çekdarên DAIŞê kirin û bazgeha Kubaşê ji destê wan derxistin. + +Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed li Kubaşê ragihand, hêzên Pêşmerge ber bi bajarokên Seidiye û Celewlayê ve diçin û bi topan li çeperên DAIŞê didin. + +Qamişlo (Rûdaw) – Jina kurd a êzîdî ya bi navê Temam ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye, 5 zarok bi hev re anî dinyayê. +Temam, jineke êzîdî û jiyê wê 27 sal e. Dema çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kirin 5 zarok di zikê wê de bûn. Wê jî mîna gellek êzîdiyên din ji tirsa DAIŞê berê xwe dabû çiyê lê ferqa wê bi jinên din re ew bû ku 5 zarok di zikê wê de hebûn. +Temam welatiya Sûriyê ye lewma karî derbasî Sûriyê bibe. Wê jina belengaz çîroka xwe ji duktorekî Komîsariya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) re tîne ziman û dibêje, em neçar man du rojan bi piyan bimeşin heta bigihîjin ser sînor… +Temamê behsa wê kiriye ku ew û mêrê xwe û 7 malbatên din tenê bi butlek av heta ser sînor meşiyane lê dîsa jî şansê Temamê hebûye ji ber ku tenduristiya zarokên wê baş e. +Duktorekî UNHCR dibêje, pêncşema borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo zarokên Temamê bi silametî ji dayîk bûn û tenduristiya hemûyan jî baş e. +Temam bi zilamekî iraqî re zewiciye û niha li mala bavê xwe li Qamişloyê dijî. Lê Temam û mêrê xwe ji ber rewşa xwe ya nebaş nikarin baş li zarokên xwe yên sava binêrin. +Saziya UNCHR niha li Sûriyê alîkariya koçberên êzîdî dike lê birînên êzîdiyan pir ji wê kûrtir in ku bi vê alîkariya biçûk were dermankirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ev du hefte ye alîkariyên mirovî ji bo kurdên Başûr bi taybet wan êzîdiyên ji ber êrişên DAIŞê koçber bûne kom dikin, helbet Kobanî jî jibîr nekirine. + +Ji roja ku çekdarên DAIŞê dest bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi taybet devera Şingalê û Mexmûrê kirin, kurdên Rojhilatê Kurdistanê di hemû waran de ji Başûr re bûn alîkar. + +Ji ber ku partiyên rojhilatî yên li Başûr dimînin, pêşmergeyên xwe şandin eniyên şer û bi awayekî aktîf di parastina xaka Başûrê welatê xwe de beşdar bûn. + +Rojhilatiyên ku nekarîn bi vî awayî beşdarî piştgiriya Kurdistanê bibin bi komkirina alîkariyan piştevaniya xwe ji kurdên Başûr bi taybet êzîdiyan her wiha ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê re nîşan dan. + +Kampanyayên komkirina alîkariyên mirovî ev du hefte ne li pirraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê didomin. + +Di nav wan kampanyayan de dîmenên pir bedew û mirovî tên dîtin: zarok dexlên xwe dişkênin û pereyê ku tê de kom kirine pêşkêşî xûşk û birayên xwe dikin, bûk û zave zêrên xwe didin, keçik giharên xwe didin… +Qamişlo (Rûdaw) – Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Saroxan ragihand ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) qet di şerê li dijî DAIŞê de hevkariya hêzên Beşar Esed nekirine. + +Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, bersiva Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zuhbî da ku di hevpeyvînekê de digel Rûdawê gotibû, hêzên me mil bi milê hêzên YPGê li dijî DAIŞê şer dikin. + +Ebdulkerîm Saroxan di daxuyaniyekê de ku di medyaya PYDê de hatiye belavkirin, diyar kir ku Zuhbî derewan dike ji ber ku hêzên wan heta demekî beriya niha jî him şerê hêzên rêjîma Sûriyê dikirin him jî yê DAIŞê û wiha got: ";Rêjîma Sûriyê piştî ku Amerîka li Iraqê êrişî DAIŞê kir dest bi şerê li dijî DAIŞê kir û beriya vê qet li dijî DAIŞê şer nedikir."; + +Saroxan her wiha ragihand ku armanca serekî ya Omran Zuhbî ji wan gotinan ew e ku zirarê li YPGê bide ji ber ku YPGê di şerê vê dawiyê li dijî DAIŞê de serkeftinên mezin bidest xist. + +Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan li dijî wan daxuyaniyên hêzên dijbereya Sûriyê ku dibêjin PYD bi rêjîma Sûriyê re hevkariyê dike jî nerazîbûn nîşan da û got, dijbereya Sûriyê berhema derve ye û ji demokrasiyê fêm nake. Ew bi zihniyeta xwe ya şovenîstî ji xebata YPGê tênagihên. + +Saroxan bi tundî êrişî hinek saziyên ragihandina erebî mîna Al Jazeera, Al Arabiya û Orient TVyê kir û got, ew televîzyon û saziyên ragihandinê ti carî behsa êrişên DAIŞê li dijî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê nakin. +Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zuhbî di hevpeyvînekê de digel Rûdawê gotibû, hêzên YPGê li Sûriyê li kêleka hêzên Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin û hevahengî di navbera her du aliyan de heye, YPG jî mîna hêzeke millî xaka Sûriyê diparêze. + + +Xazir-Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê ziyaretgeha mezinê ayîna Kakeyî, Babe Yadigar li gundê Tolebendê li nêzîkî çemê Xazir li parêzgeha Mûsilê teqandin. Sê ziyaretgehên din jî di bin metirsiyê de ne. + +Yek ji xizmetkarên ziyaretgeha Babe Yadiger bi navê Seid Ebdullah ij Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro danê sibê ziyaretgeha Babe Yadiger teqandin. + +Wî xizmetkarê ziyaretgeha Babe Yadiger anî ziman ku di wê ziyaretgehê de merasimên ayînî, dua û munacat ên ayîna Kakeyî tên kirin ji ber wê jî teqandina wî cihê pîroz tê wateya binpêkirina wê azadiyê ku di ti ol û ayînekê de nehatiye qedexekirin. + +Nivîskarê kakeyî Haşim Kakeyî jî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê piştî teqandina ziyaretgeha Babe Yadigar niha jî dixwazin ziyaretgeha Babe Heyder li gundê Gezrekanê biteqînin. + +Haşim Kakeyî her wiha got, ji ber êriş û gefên DAIŞê heta niha zêdetirî 20 hezar kakeyî koçber bûne. + +Babe Yadiger di nav ayîna kurdên Yarsan (Kakeyî) de pir pîroz e. Li gorî wê baweriyê, Xwedê beşek ji rûhê xwe xistiye nav rûhê 7 kesên bi navên Binyamîn, Pîr Mûsa, Dawûd, Dayrak, Mistefayê Dawdan, Şah Îbrahîm û Babe Yadigar. + +Babe Yadiger jibilî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Pakistan û Efxanistanê jî tê perestin. Qebra Babe Yadigar li devera Rîcabê ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye û wek navenda baweriya yarsanî (kakeyî) tê naskirin. Yarsanî ji seranserê cîhanê diçin wir ji ber jibilî Babe Yadigar gellek mezinên ayîna kakeyî yên din jî li wir hatine definkirin. + +Çekdarên DAIŞê di heyama du mehên borî de êrişî kurdên êzîdî, şebek û kakeyî yên li Mûsil û Hewlêrê kirine ji ber wê jî neçar man berê xwe bidin deverên din ên Başûrê Kurdistanê. + +Çekdarên DAIŞê xwestin ziyaretgeha Şêx Şerefedîn li devera Şingalê biteqînin lê şervanên êzîdî (pêşmerge) nehîştin û ew der parastin. +Dihok (Rûdaw) - Hêzên Pêşmerge li pişt Bendava Mûsilê di şerê li dijî DAIŞê de pêşve diçin û li gundê Sehrîcê li rojavayê bendavê, şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame. + +Fermandeyekî ji Hêzên Pêşmerge li eniya şerê gundê Sehrîcê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev zêdetirî 12 demjimêran e şer li wî gundî berdewame û hêzên Pêşmerge karîn wî gundî kontrol bikin. + +Wî fermandeyî da zanîn, gundê Sehrîcê cihekî stratejîk e û kontrolkirina wî gundî dibe sedema birrîna rêya çekdarên DAIŞê di navbera Zûmar û bajarê Mûsilê de. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, piştî kontrolkirina rêya Mûsilê û çend gundekî din ên devera Zûmarê ji aliyê Pêşmerge ve, çekdarên DAIŞê rûbirûyê tirseke zêde bûne, hêzên Pêşmerge jî ber bi pêşve diçin û tenê 10 kîlometran dûrî Zûmarê ne. + +Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha eşkere kir ku hêzên Pêşmerge ziyaneke mezin gihandine çekdarên DAIŞê, bi 10an çekdar li gundê Sehrîcê hatine kuştin û termên wan bi cih mane û çendîn otombîl û çekên giran ên çekdaran jî hatine têkbirin. + +Li gorî medyaya Başûrê Kurdistanê, duh (21ê Tebaxê) li derdora bendava Mûsilê bi sedema teqîna bombeyekê 20 Pêşmerge birîndar bûn û 6ê din jî şehîd bûn. Yek ji wan pêşmergeyan jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bû. + +Li gor gotina fermandeyên Pêşmerge li wê navçeyê, morala Pêşmerge gellekî bilind e û li gor pilaneke leşkerî ya bihêz berdewam di pêşengiyê de ne. + +Tora Medyayî ya Rûdawê, hewl da ku ji nêzîk ve şer û pevçûnan li wê navçeyê bişopîne, lê bi hemû awayekî di her çar rojên borî de rêgirî li peyamnêr û wênegirên Rûdawê hatiye kirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di fermanekê de ji hêzên Pêşmerge yên di eniyên şerê li dijî DAIŞê de xwest, divê bi her awayî ";mal û jiyana xelkkê sivîl"; biparêzin. + +Barzanî di bi fermaneke nivîskî ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ji tabûrên 70 û 80 yên Pêşmerge ku yek ji wan girêdayî PDKê û yek jî girêdayî YNKê ye, xwestiye ";divê mal û jiyana xelkê sivîl biparêzin û dema cihekî rizgar dikin divê xelkê sivîl û yên alîkariya terorîstan dikin ji hev veqetînin."; + +Barzanî di heman demê de ji wan re dibêje, ";dilê we bi terorîstan neşewite û ruhmê li wan nekin";. +Naveroka fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha ye: + +";Ji Wezareta Pêşmerge, Wezareta Navxwe, tabûrên 70 û 80 û Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê re! +Hemû yekîneyên leşkerî yên di eniyên şerê li dijî terorîstan de ne bên agahdarkirin ku di şerê li dijî terorîstan de divê wî exlaqê bilind biparêzin ku di dirêjahiya dîrokê de Pêşmerge û gelê kurd pê tê naskirin. Divê mal û jiyana xelkê sivîl bê parastin û dema deverek tê rizgarkirin xelkê sivîl ji terorîstan û yên alîkariya wan kirine ji hev bên veqetandin. +Bila dilê we li terorîstan neşewite û ruhmê li yên hevdest û piştevanên terorîstan bûne nekin. Lê di heman demê de jiyana xelkê sivîl biparêzin û bi exlaqê bilind ê pêşmergetî û kurdiniyê bi wan re bidin û bistînin. + +Mesûd Barzanî +Serokê Herêma Kurdistanê +21ê Tebaxa 2014an"; + +Wan (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, saziyeke sivî pêşniyar dike, bila ew zarokên êzîdî yên dayîk û bavên wan di êrişên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane û niha li kampên navçeyên Cizîre û Silopiyê de dimînin, bidin malên ku dixwazin. +Gellek malbatên êzîdî yên devera Şingalê ji ber êrişên çekdarên DAIŞê neçar man cih û warê xwe berdin û koçber bibin. Hinek ji wan malbatan berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. +Seroka Komeleya Kultur, Jîngeh û Jiyanê ya Jinan a Wanê (YAKA-Koop) Gulmay Gumuşhan ji Rûdawê re got, li nav kampan de gellek zarok hene ku dayîk û bavên xwe ji dest dane û wiha axivî: ";Ezê yekê ji xwe re bibim, divê her kes vî karî bike."; +Gulmay Gumuşhan diyar kir ku gellek zarokên ku ji Şingalê hatine vir bêbav û dayîk in û got, di nav kampê de zarokên ku temenê wan di navbera 7-10 salî de ye her gav pirsa dê û bavê xwe dikin. Gumuşhan wiha domand: +";Dema dê û bavê xwe yan jî xizmekî xwe li nav kampê de nebînin berê xwe didin sînor, digrîn, dikin qîreqîr. Bapîrê zarokekî li kampeke din dîtin, bi îhtimalek mezin dê û bavê wî hatibûn kuştin."; +Seroka YAKA-Koopê da zanîn ku ewê zaroekî ji kampa Cizîrê ji xwe re bibe û got: ";Li kampa Cizîrê gellek zarokên sêwî hene. Min bi rayedarên wir re hevdîtin kir û min ji wan re got ez dixwazim zarokekî ji xwe re bibim. Eger vê daxwaza min qebûl bikin divê her kes mîna min bike. Eger malbatên wan hatin dîtin jî emê dîsa ji wan vegerînin."; +Li ser rewşa kampê jî Gulmay Gumuşhan got, birastî atmosfera kampê pir nexweş e, rewşa min a derûnî serobinî bû. Bi şev tê xewna min. Min li wir tiştên wisa dîtin ku mirov qet naxwaze bibîne. Tiştên wisa min dîtin ku min nexwest wêne jî bigirim. + +Bakurê Kurdistanê-Zarokên êzîdî + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ji ber xirakirina peykera Mahsûm Korkmaz li navçeya Licê, xwepêşandaran rêya navbera Gimgimê û ya Kanîreşe girtin. Hêzen ewlekariya Tirkiyeyê di encama operasyonekê de rê vekirin. + +Li gundê Leylekê, rêya navbera Gimgimê û ya Kanîreşe ji aliyê xwepêşanderên kurd hatibû girtin. Îro ji bo rê vekirinê hêzen ewlekariyê operasyon kirin. + +Di operasyonê de, tankera duh şev di rê de hati şewitandin hat rakirin û rê hat vekirin. Lê belê xwepêşandaran dîsa du erebe şewitandin û rê girtin. Li dijî operasyonê bi molotofan û bi fişekê hewayî berxwedan pêk anîn. + +Bûyeran de 2 kes birindar bûn. Ew kesan rakirin nexweşxanan û dermankirina wan dest pê kir. + +Hat zanîn yên ku birindar bûyin pêşanderên û bi guleyan hatine birindar kirin. + +Piştî nivri rê hate vekirin û hatin û çûyina wesayîtan didome. + +Li Lîcê peykerê fermandarê PKKê Mahsûm Korkmaz ya ku li goristana şehîdan a bi nave ";Şehît Amed û Şehît Hêvîdar"; de 19 Tebaxê isal ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatibû danîn. + +Di operasyonan de Mehdi Taşkinê (24) sivîl jiyana xwe ji dest dabû. + + +نها ل جیهانا دن،مەلا مستەفا بارزانی،باز و ئەلهۆیێ لات و زنارێن چیایێن کوردستانێ دگرنژە.ل داویێ کەسەرا وی ئازادی خوازی ژبۆی کو ویلایەتێن یەکگرتی ڕاستەوخۆ چەکان بدە پیشمەرگەیان هەیا کو شەرێ ستەمکارێن عەرەبان پێ بکە.ئەو دخوازی هات بەرسڤاندن،مخابن شاندنا چەکان گەلەکی پاش کەت،ژبەر کو چل سالان بەریا نها ئەڤ دخوازیا بارزانی بوو کو دڕێیا رۆژنامەیا واشنتن پۆستێ دە هاتبوو بەلاڤ کرن.هەردیسان ژی ئەڤ چەک گەلەکی کێمترن لهەمبەر دخوازیا کۆردان. لێ تەنێ وی یەکێ نیشان ددە کو ل رۆژهەلاتا ناڤین گۆهەرتنەک پێک هاتیە، ژبەر کو دبە گەلەکی دجهێ خوەدەبە کو ئیدارەیا ئۆباما و هەڤپەیمانێن وێ یێن ئەوروپایێ ئەو یەک باش فێم کربە. د سالا ١٩٧٢،بارزانی مینا رێهبەرەک پەیڤ شرین و گەلەکی بهێز کو میناکا وی تۆ جاری د هۆلیودێ دە نە هاتیە ئافراندن ،پێشبینیا وان جێنۆساید و ئێریشان دکر کو ئارتێشا سەدام حسینی پشتی وەغەرا وی بدەمەک کێم لسەر گەلێ کورد پێک ئانین.لێ واشنتنێ تۆ ریئاکسیۆنەک لهەمبەر وێ دخوازیا بارزانی ژبۆی چەکدارکرنا کوردان ژخوە ڕە نیشان نەدا،رێکەتنناما جەزایێر یا سەدامی ل سالا ١٩٧٥ شۆڕەشا کوردان راستی شکەستنێ کر. بارزانی ژی نەخوەش کەت و ب تەنا سەرێ خوە بەرێ خوە دا وارێ غەریبیێ، سازیا سی ئای ئەی د مالەکێ دە ل باکوورێ ڤیرجینیا ئەو خستبوو بن چاڤدێریێ. وی ل سالا ١٩٧٩ کۆچا داویێ کر و پشتی وی ژی تاریاتیا زۆلم و ستەما سەدامی دەست پێکر. ژ وی چاخی وەرە هەیا نها گەلەک تشت هاتن گۆهەرتن،ل سالێن١٩٩١ان و ٢٠٠٣یان گەلێ کورد کاری ب تەڤلیبوونا ئەمەریکا نیشتیمانا خوە کۆنترۆل بکە. کۆڕێ بارزانی (ئانکو مەسعود بارزانی رێهبەرتیا کوردستانێ کر وی ب جیرانتیەکە باش و ب سیاستەکە شەهرەزا تێکلیین ئابوری دگەل تورکیا پێش برن داکو لوڕ بەرەف رۆژ ئاڤا و ژ ئالیێ دن ژی دگەل ئیرانێ بەرەف رۆژهەلاتێ قۆناغەکە نو ئا خۆشگۆزەرانی و بجبوونێ ل کوردستانێ دەستبەر بکە.لێ تەنێ ئەوا تۆ گۆهەرتنەک بسەردە نەهاتن نەتەوە بوونا کوردان بوو کو تۆ جاری رازی نەبوون ژ ئالیێ چاندی و سیاسی ڤە هەبوونا وان بێ ئینکار کرن.ئەو مۆسلمانن ب مۆسلمانتیەک تژی لیبۆرین کو ب زمانەکێ هیندۆ - ئەوروپی د ئاخڤن و پڕ ب مێرخاسی ڤە چاندا خوە پاراستیە.هەر ئەڤ ژی بوو سەدەم کو سەدام هزر ژ نەهێلان و تۆنەکرنا نەژادا وان بکە و نشینێن عەرەب ژ بیابانێن عەرەبستانێ بینە وارگەها وان. ئەوا ئیرۆ تێ خۆیا کرن بەردەوام بوونا کوردانە لسەر داخوازیێن بڕیار ستاندنا چارنڤێسا خوە کو ئەڤ ژی وەل سونیێن تۆندرەو و شۆڤینزم ژ رێکخستیا داعشێ دکە پشتی داگیر کرنا موسلێ و دەردۆرا وێ دیسان ئێریشی سەر کوردان بکەن.سەرکەتنێن هۆڤانە یێن داعشێ و سیاسەتێن نەزەلال یێن وەلاتێن رۆژ ئاڤا ل رۆژهەلاتا ناڤین،هەیا نها ویلایەتێن یەکبوویی و ئەوروپا هەرگاڤ دوو دلکرنە یانژی بێژین ترسینۆک بن یانژی دەربرینەک نەراست هەبە ژ پشتەڤانیکرنا کێمینەیێن ئەتنی و ئۆلی ل تەڤ وەلاتەک عەرەبی،ژبەر کو ئەو د ترسن ئەو تەڤلی بوون، وەلاتێن عەرەبی دلگران بکە.ژ وانا ژی ئەو وەلاتێن کو بەرهەمهێنەرێن هەری مەزن یێن پترۆلێ نە کو تێ دە سۆننە خوەدی دەستهەلاتن. + +Wan (Rûdaw)- Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Zilamên Olî ya Wanê (VADAY-DER) Mugdat Mirekoglu, banga dewletên ku piştgiriyaDewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) kir û pirsî: ";Şere li dijî kurdan re çawa dibe şerê cihadî?"; +Mirekoglu îro li Wanê li gel komek meleyan civînek çapemeniyê li darxist û got, ";Kuştina mirovên pîr û zarokan, serjêkirin û talankirina gundan ti eleqeyê wan û olê pêkve nîne"; +Mugdat Mirekoglu ji Quranê mînak da û wiha axivî: +";DAIŞ çawa hurmetê ji baweriya xwe hêvî dike, divê wisa hermetê bide baweriyen din jî. Lewra Xweda di Qurana Kerîm de wiha goti ye, 'Eger min bixwestiya minê hûn wek yek milet û di bin yek olê de bixuliqanda lê belê ew zanîna min e'. Di ayetek din de jî wiha dibêje: ‘Ya Mihmed tu ne xweyê qudret û hêza hidayetî lê gel bike. Tu gihandarî. Tu ji mirovan re behsa dilovanîû rastiya olê bike."; + +Serokê VADAY-DERê banga dewletên ku piştgiriya DAIŞê dikin kir û wiha got: +";Îro li Kurdistanê pilanên xirakirnê hatine destpêkirin û bi taybetî jî ji aliyê dewlet û rêxistinên misilman ve tê kirin. Çima, yên ku li Çeçenistanê, Qatarê, Tirkiyeyê, Afganîstanê, Pakîstanê û hemû misilmanên dest davêjin çekan pilanên kuştin û îmhakirna kurdan dikin û pilanên destxistina axa kurdan dikin? Çi eleqeya şere kurdan û ya olê heye?"; + + +Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriy El-Partî rexne li daxuyaniyên Siûd Mela girt û got ku ew dixwaze fitneyê di nav partiyên tevgera kurdî de biçîne. + +Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê baskê Nesredîn Îbrahîm duh daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku Siûd Mela di daxuyaniyên xwe de êrîşî hevalên xwe weke Mistefa Cuma û Ebdulhekîm Beşar kiriye berî ku êrîşî me bike û got ku Siûd Mela hêviyên cemawer û hevalên xwe şikandin. + +Siûd Mela di daxuyaniyekê de gotibû ku Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El-Partî ne li ser bingeheke rast hatiye avakirin û di kongreya 8an de ji partiya bingeh, weke ku dibêje, veqetiyaye. + +Duh jî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê êrîşî Siûd Mela kir û got ku ew dixwaze pirsgirêkên navxwe di nav partiya xwe de veşêre. + +Mûsil (Rûdaw) – Kameraya Rûdawê derbasî nav bajarê Mûsilê bû. Ji roja ku Mûsil ketiye destê DAIŞê ve ev cara yekemîn e Rûdaw derbasî Mûsilê dibe û rewşa jiyana wir ji nêzîk ve dişopîne. + +Çekdarên DAIŞê ji destpêka meha Hezîrana îsal ve bajarê Mûsilê her wiha beşeke mezin ji bajarok û gundên derdora wî bajarî xistin destê xwe. Her wek di vê vîdyoyê de tê dîtin li nav bajêr de jin pir kêm xuya dikin. + +Artêşa Iraqê roja 9ê Hezîrana îsal li Mûsilê nekarî xwe li hember DAIŞê bigire û derda. Ew Mûsila ku heyamekî qumaşê wê diçû Ewropayê û hunermendên wê li paytextên mezin ên cîhanê hunera xwe nîşan didan, niha xelkê bajêr tenê dixwazin zindî bimînin. + +Mûsil ji meha Tebaxê ve êdî baran tê de nabare, pileya germayê jî herî kêm 42 derece ye lê mirov qet nikare bêje vê germaya zêde karîbe vê bazara sar a bajêr germ bike. + +Xelkê Mûsilê ji artêşa Iraqê dilgiran bûn û ditirsiyan rewşa jiyana wan xirabtir bike lê ew tişta ku ditirsiyan artêşa Iraqê bîne serê wan, çekdarên DAIŞê anî serê wan. + +Li Mûsilê kurd, ereb, kild-aşûr û tirkmen dijiyan, dêra mesîhiyan li kêleka mizgefta misilmanan bû. bajarekî wisa bû ku rewşa wê ji ya niha ku di bin destê ";Xilafeta Îslamî"; de cuda bû. + +Kameraya Rûdawê li nav kolanên bajêr de digere. Mûsila ku par li ber zooma kameraya Rûdawê de derdiket bi ya îsal re cuda ye. Li nav kolanên bajêr jin pir kêm tên dîtin. Piştî teqandina mizgefta Yûnis Pêxember êdî jin divê serê xwe bipêçin û zilam jî divê rihê xwe dirêj bikin. + +Heyamekî li nav kolanên Mûsilê de misilmanên sunnî û şîe li kêleka êzîdiyan, mesîhiyan dimeşiyan lê êdî ew dîmen nayê dîtin. Kurdên şebek ku her dem li nav bazara fêkiyan de bûn êdî li vir namene. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, her roj cenazeyên kuştî û birîndarên çekdarên DAIŞê tînin nexweşxaneyên Mûsilê. Li gorî ku hinek kes dibêjin, nexweşxên sivîl ji nexweşxaneyan derdixin û birîndarên xwe dixin dewsa wan. + +Xelkê Mûsilê bi xweşxeberiyê navdar in. salekî beriya niha bi kêfxweşî ji Rûdawê re daxifîn lê vê carê newêrin li kamerayê binêrin… + +Dihok (Rûdaw) – Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, komek keç beşdarî dewreya fêrbûna bikaranîna çek û çekdariyê bûn. +Piştî ku DAIŞê êrişî beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê di nav hemû çîn û taxên civakê de hevdengiyek ji bo piştgirî û alîkariya hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de çêbûye. +Jinên Başûr jî dixwazin bi awayekî piratîkî di şer de cîh bigirin ji ber vê jî heta niha gellek keç û jinan xwe fêrî şer û çekdariyê kirine. +Ew dibêjin, divê em bizanin ka çawa çekê bikar bînin çimkî ne tenê di eniyên şer de dibe ku di nav bajêr de jî pêwîstî bi çekan hebe… +Li bajarê Dihokê jî 30 keç beşdarî dewreyeke fêrbûna bikaranîna çek û çekdariyê bûn. Ew niha hazir in di şer de alîkariya Pêşmerge bikin… + + +Vt-22082014-peshmergeyen rojava ye kurdistane-duhok +Kamîraman ..faris mişko +Întro +Yekemîn şehîd ji pêşmergeyên Rojava yê Kurdistanê ket, duh di şerê ji Bendava Mûsil ber bi Zimarê ve bi rêve çû bû ,Mirad Behrem ko ew ji Pêşmergeyên Rojava yê Kurditsanê bi xwe ji gundê Hilêq ser bi Girgêlegê ve ye û ew şehîd ket û çar hevalên wî di wî şerî de birîndar bûn. +Tevlî ko rûmalkirina ragihandinê derbarê pêşmergeyên rojava de tune ye ne li sengerên şer û ne li serbazgeha wan ya taybet lê Rûdawê yekmîn care wê zaniyariyan ser pêşmergeyên Rojava yê kurditsanê pêşkêşî we bike +Kesayet + ¤WA0 4848 seîd ¤WA1 4784 bavê birîndarekî ji pêşmergê rojava +Dilşad ¤WA2 4840 pêşmergeykî rojava yê kurdistanê +Edhem ¤WA3 4840 birîndarekî pêşmergeyên rojava yê kurdistanê +Ev dîmenên şehîd mirad behreme yê naskirî bi navê tîrêj ko duh di şerê pêşmerge ber bi aliyê zimarê ve şehîd bûbû. +Ev jî yek ji hevalbendên tîrêje û hê dîmenê şehîd ser sînga wî ye. +ko ew û li gel pêşmergên rojava cenaza tîrêj birin xala sîorî ya fîşxabûrê da li gundê hilêq ser bi girgê legê ve li rojava yê kurdistanê were bin ax kirin. +Li gel tîrêj pênc pêşmergeyên rojava yên din birîndar bûn yek ji wan edheme ew li mala xwe ye li kempa domîz û bavê wî divê bi zûtirîn dem vegerê sengerê şer. +Lêdwana bav +Pêşmergeyên rojava ko riya ragihandinê li ser şerê wan dijî daiş mil bi milê pêşmergeyên başûrê kurdistanê ve girtiye heta niha lê li gorî çavkaniyên rûdaw nav wan pêşmergeyan de du fewcên pêşmergê rojava di şer de ne ko ew hatibûn rahênan li serbazgehkê nêzîkî şêxan ya di dawiya sala 2011 an de hatiye vekirin bo leşkerên kurd ên cudabûyî ji artêşa sûriyê +Lêdwana dilşad +Edhem bi guleyeke birîndar bû ye herwiha çar birîndarên din bi hawnekê di şerê pêşmerga 6ber bi zimarê ve ketine û berî wan çar birîndarên din ketibûn ji pêşmergê rojava di şerl tel kêfê de berî çend roja +Lêdwana edhem +Pêşmergeyên rojava li gel pêşmergeyên başûrê kurditsnaê di şer dene û pêşmergeyên birîndar herwiha yên yekmîn şehîdê pêşmergeyên rojava yê kurdistanê gihandin xala sînorî ya fîşxabûrê ew vedgerin şerê li dijî çekdarên daiş li gorî wan ji me re diyar kir + +Ajansa AFP ya Firensî roja înê raporek derbarê rêxistina Îslamî DAIŞ belav kir ku tê de behsa bingeha avakirina vê rêxistinê dike. rapor dibêj e ku Dewleta Îslamî ku di sala 2006an de ava bibû beşek ji rêxistina El qaîde bû û li hember hebûna Artêşa Emrîkî li Îraqê şer dikir ku wê hingê bi navê Dewleta Îslamî li Îraqê dihate nasîn. +Li gorî ajansa AFP ,ji ber ku Dewleta Îslamî karên tundrew dikir, xelkê Suniyên Îraqê ji vê yekê acij bibûn û Encûmenên El sehewaT avakirin ku karîbûn Dewleta Îsklamî ji deverên suniyan derbixîn in. +li Sûriyê jî Di sala 2013an de , Dewleta Îslamî hate avakirin bi tevlîbûna Cebhet El nusre yê ku baskê fermî yê El Qaîde ye û xwe bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAIŞ da zanîn, lê Cebhet El Nusre li dijî vê sekinî û şerê DAIŞê kir, û bi vî awayî El Nusre ji El Qaîde cuda bû bi serokatiya Eymen El Zewahirî. +Li dawiya Hezêrana 2014an, piştî ku DAIŞê êrîşek da ser bakur û rojavayê Îraqê û bi destxistina gelek deveran ji Artêşa Îraqê ku gelek ji çekên Artêşa Îraqê xistibû bin destê xwe,DAIŞ xwe bi navê Dewleta Îslamî da nas kirin û xîlafeteke Îslamî ragihand bi rêbertiya Ebû Bekir El Bexdadî ,û kontrola devran heya bi bakur û rojhelatê Sûriyê ve berdewam kir. +derbarê çekdarên DAIŞê, ajansa AFP di hema raporê de dibêj e ku hejmareke piştrast ji çekdarên vê rêxistinê tine ye, lê li gorî rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan , hejmara çekdarên DAIŞê bêtirî 50 hezarî ne ku nêzîka 20 hezaran ji wan çekdaran biyanî ne wek Şîşan, Ewrupî û Xelîciyan. +Li gorî pirofêserê zanayên siyasê di zanîngeha Bexadyê de û pisporê karêbarên ewlehî Ehmed Şerîfî, hejmara çekdarên DAIŞê li Îraqê nêzîka 10 hezar çekdar in. +derbarê çekdarên biyanî ku DAIŞ wan tevlî xwe dike, ajansa AFP dibêj e ku li gorî rojnamenûsê Libnanî Hazim El Emîn, tundiya ku DAIŞ bi kar tîne nêzîkî hizrên hinek biyaniya ye ku wek holîwûd e, û dibêj e Îslamiya DAIŞê dûrî Îslamiya EL Qaîd e ye û hebûna pereyan jî rola xwe ya sereke dilîz e. +Rûbera ku DAIŞ li Sûriyê dixe bin kontrola xwe nêzîka 25 % ye û li Îraqê jî ji ber ku gelek ji deverên ku di bin kontrola DAIŞ de in deşt in, ew nikarin bi hesanî kontrola xwe li ser erdê sivik bike. +ajansa AFP ,derbarê jêderên fînansên DAIŞê , dibêj e ku ew ji ti dewleteke bi navkirî tine ye, û pispor dibêj in ku DAIŞ bi xwe xwe fînan dike ku gelek zeviyên betrolê di bin kontrola wan de ye ,tevî alîkariyên ji kes û kampaniyên Xelîcî ji wan re tê,lê wezîrekî Elmanî roja Çarşemê dewleta Qeterê tawan kiribû bi vê yekê. +her kesê ku li dijî DAIŞê disekine ,bi tundî DAIŞ li hemberê şer dike ji kuştin, serjêkirina seriyan û xaçkirinê, wek koçberkirna kiristiyan û Êzdiyan li Îraqê +di dawiya rapora xwe de, ajansa AFP li ser pêşeroja DAIŞê dibêj e ku li gorî pisporan ti pêşeroj ji DAIŞ re tine ye û êji ber tundiya ku ew bi kar tîn in li dijî xelkê bi giştî. + + +Dihok (Rûdaw) – Çekdarê DAIŞê li navçeya Başîkê ya Şingalê 7 ziyaretgeh û cihên pîroz ên êzîdiyan teqandin. +Peyamnêrê Rûdwê Berekat Îsa ragihand, çekdarên DAIŞê ku ji roja 7ê Tebaxa îsal ve navçeya Başîkê ya Şingalê xistine destê xwe, di nav du rojan de 7 ziyaretgehên êzîdiyan teqandin. +Li gorî agahiyên Berekat Îsa, ziyaretgehên Şêx Şems, Şêx Hesen û Şêx Bekir roja 21ê vê mehê û her sê qubeyên Sasî û ziyaretgeha Ebû Rîş jî roja 22ê vê mehê ji aliyê DAIŞê ve hatin teqandin. +Rojnamevanê êzîdî Xidir Xelat ku xelkê devera Başîkê ye, ji Rûdawê re ev nûçe piştrast kir û got, piştî teqandina wan ziyaretgehan bi şofêlan bi erdê re rast kirin. +Êzîdî ji ziyaretgehên Xedîcî, Sut Hebîbî û Mahmid Xerîb re ku li kêleka hev in dibêjin Sasî. +Navçeya Başîkê ya Şingalê 4 rojan piştî girtina Şingalê ketibû destê DAIŞê. + + +Dîlok (Rûdaw) – Li bajarê Dîlokê (Entab) yê Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Vakkas Dogan ragihand, kurê wî tevlî DAIŞê bûye û got, DAIŞ bi eşkere li nav bajêr de ji xwe re endaman kom dike. +Welatiyê bi navê Vakkas Dogan ku temenê wî 58 sal û bavê 5 zarokan e, eşkere kir ku kurê wî yê bi navê Cengîz Dogan zaroka xwe ya 4 mehî hîştiye û çûye tevlî DAIŞê bûye. +Li gorî nûçeya ajansa Cîhanê ya Tirkiyeyê, Vakkas Dogan anî ziman ku kurê wî hatiye xapandin û got, min ji bo kurê xwe serî li Walîtiyê, Asayişê û her derî da lê ti kesî bersiva min neda. + +Vakkas Dogan, bavê Cengîz Dogan + +Dogan diyar kir ku kurê wî xwe hazir kiriye here Iraqê û wiha axivî: ";Beriya niha jî komek endamên rêxistinê çûn Iraqê. Kurê min jî xwe amade kiriye dixwaze here lê ez naxwazim kurê min here şer."; + +Vakkas Dogan got ku du sal berê li taxa wan komeleyek hatiye vekirin kurê wî jî diçe wê komeleyê, lê ji roja ku diçe wir gellekî hatiye guhertin û wiha anî ziman: ";Destpêkê digot ez diçim wir nimêj dikim Quranê fêr dibim. Min jî tiştek negot. Lê vê dawiyê motora xwe firot û karê xwe jî berda. Min bihîst ku tevlî DAIŞê bûye. Min pê re xeber da tiştekî nabêje tenê dibêje Ellahu Ekber. Yan îro yan sibê dê here. Em pir nerihet in."; +Bavê Cengîz her wiha diyar kir ku beriya niha jî xalê Cengîz tevlî DAIŞê bibû û got, gellek mirovên me li nav DAIŞê de ne. + +Vakkas Dogan destnîşan kir ku ew naxwaze kurê wî here şer lê bila vegere mala xwe û bang li rayedarên dewletê kir, pêşiya vê yekê bigirin. + +Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bi bajarê Helebê yê Sûriyê re hevsînor e. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ragihand ku hêzên Pêşmerge bi dirêjahiya 1500 kîlometran li hember DAIŞê şer dikin û got, hebûna eşîrên sunnî li devera Şingalê nehîşt hêzên Pêşmerge bi hewara Şingalê herin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Şerq el Ewset a Erebistana Siûdî, ragihand ku çekdarên DAIŞê heta niha jî tehdîd in li ser Herêma Kurdistanê. + +Fuad Husên li ser vekişîna hêzên Pêşmerge li hember DAIŞê jî got, vekişîna hêzên Pêşmerge li beramber DAIŞê ji ber arêşeyên kordînasyonê bû ji ber ku eniyên şer pir berifreh bûn lê niha ew pirsgirêk hatiye çareserkirin û hêzên Pêşmerge pêşve diçin. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê sînorê navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 1500 kîlometr e ku ji Mûsilê dest pê dike heta başûrê bajarê Xaneqînê diçe her wiha li nav Mûsil, Kerkûk û Celewlayê jî şer heye. + +Fuad Husên diyar kir ku dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bû di warê çek û cebilxaneyê de ji hêzên Pêşmerge bihêztir bû. DAIŞ bi gellek otomobîlên zirhî, mûşek û top û çekên pêşketî hatibû şerê pêşmergeyan lê niha rewş hatiye guhertin û pêşmerge bihêztir in. + +Li gorî Fuad Husên, hebûna eşîrên sunnî li navbera Herêma Kurdistanê û devera Şingalê bû sedema wê ku hêzên Pêşmerge nekarin bi hewara Şingalê herin ji ber wan eşîran alîkariya DAIŞê dikirin û li dijî Pêşmerge şer dikirin her wiha lawaziya fermandehiya hêzên Pêşmerge li Şingalê û hovîtiya DAIŞê sedemên din ên girtina wê deverê ji aliyê DAIŞê ve bûn. + +Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê eskere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên din ên Kurdistanê ewqasî mijûlî eniyên şer in tenê 2 saetan radizên. + +( Entro) li tirkiyê ji pêşvebirina proseya çareseriyê hewl û xebat berdewam in. herî dawî şanda aştî, +hevkarî û biratiyê daxwaz kir ku Ocalan ji girava îmraliyê bê derxistin û li amedê bê bi cih kirin. +endamên vê dibêjin heke ocalan li bakurê kurdistanê be, dikare pêşiya gellek karên ne baş jî bigre. +VT- Proseya aştî û çareseriyê ku piştî peyama rêberê PKK Abdulah Ocalan ya newrozê 2013ê li +amedê despêkiribû, di van demên dawî di qonaxeke gelelk nazîk de derbas dibe û ji ber buyerên +dawî di nav raya giştî de metirsiya têkçûna proseyê gorî demên berê zêdetir bûye. şandike ku +pêkhatî ji rûşenbîr aqilmend û şarezayan biryar daye ku kapmayayekê ji bo vekirina pêşiya proseyê +bidin destpê kirin. şanda ku behs lê hatiye kirin dixwaze bandorê li ser hikumeta tirkiyê bike da ku +rêberê PKKê abdulah Ocalan ji girava îmralîyê bê derxistin û cezayê xwe li amedê weke hepsiyê malê +derbas bike.serkeşê vê şandê îsmaîl nacar ku di serdama serokwezîrê berê nejmedîn Erbakan de jî +ji bo damezrindan zemenîke danûsitandinê di navbera Dewlet û PKK de hewlên wî çêbibûn, li ser +kampayayê agahî dan rudawê +¤WA0 4856 4808 +SB- îsmaîl Nacar- Çalakvanê sîyasî +Me berê jî hewil da bûn. salin 90ê wê demê me komisyonek bi navê komisyona aştî hevkarî û biratiyê +ava kiribû.lê wê demê hêzên tarî peşiya xebatên me girt. Niha em dîsa amade ne. Em dibêjin madem +hûn bi ocalan re diaxivin bila ew danûsitandin ne li îmraliyê li amadê pêk werin. Dewlet dikare peşiya +wê yekê weke. Amed jî axa vî welatiye çima nebe. +VT- İsmail Nacar herwisa ameja bi rol û erka rêberê PKK Abdulah Ocalan ya di proseya çareseriyê de +kir û got heke ocalan lê amedê be hetmen ew dikare pêşiya provakayonan jî bigre. +SB- îsmaîl Nacar- Çalakvanê siyasî +Di di serî de heta niha ez dibêjim ocalan aştiyê dixwaze xebatên wî ji bo aştiyanê. Ew dikare hem li +ser KCKê hem li ser gel bandoreke erênî bike. eger di dema ew meselaya peykerê mahsum korkmaz +derket heke derfetên ocalan heban wî ne dihişt mesele evqas mezin bibe. Ocalan dikare peşiya +provaksyonan her du aliyan jî bigre. Divê derfetên wî bên zêde kirin. +VT- Herî dawî cigirê serokwezîr Beşîr Atalay bi rêya çapemeniya regahendibû ku êdî dibe bi qendilê +re jî hevdîtin bên kirin. raya giştî jî di vê hêviyê de ye ku proseya çareseriyê heta dawiya salê +encamên ber bi çav bi xwe bîne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bersiva Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay da û ragihand, deriyê wan ji bo hevdîtina yekser a bi dewleta Tirkiyeyê re vekirî ye. + +Rojnamevanê tirk û nivîskarê rojnameya Vatanê ya Tirkiyeyê Rûşen Çakir, roja 20ê Tebaxa îsal li bintara çiyayê Qendîlê hevpeyvînek bi Hevserokê KCKê Cemîl Bayik re kiriye ku beşa yekem a wê hevpeyvînê îro hat belavkirin. + +Li gorî hevpeyvînê, Cemîl Bayik li ser hevdîtinên yekser ên navbera KCK û dewleta Tirkiyeyê de got, deriyê me her dem vekirî ye vêca çi şanda rojnamevanan be çi jî ya dewletê be em dikarin bi wan re rûnên. + +Bayik li ser rewşa pêvajoya çareseriyê jî got, hikûmetê qanûnek derxistiye lê navê qanûnê ";nehîştina terorê"; ye ev jî nîşan dide heta niha jî zihniyeta dewletê li hember pirsa kurd nehatiye guhertin lê divê êdî pêvajoya muzakereyê dest pê bike. + +Hevserokê KCKê hişyarî da Tirkiyeyê ku eger muzakereyê neyê destpêkirin ew ji bo şer amade ne wê demê Tirkiye dê rastî tengaviyên mezin bibe. + +Cemîl Bayik li ser rola Ocalan di pêvajoyê de jî axivî û got, Ocalan sermuzakerevan e divê dewlet jî vê yekê qebûl bike lê rola me ji ya wî cudatir e. Em hev temam dikin. + +Bayik li ser dengên Selahedîn Demîrtaş di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de jî got, dengên Demîrtaş baş bûn lê divê HDP xwe li gorî wan dengan organîze bike û bihêz bike. + +Wî rayedarê KCKê anî ziman ku wan qet ji dest ";xweseriya demokratîk"; bernedane û got, Tirkiye çiqasî demokratîk bibe wiqasî mercên çareserkirina pirsa kurd derdikevin holê her wiha pirsa kurd çiqas were çareserkirin Tirkiye jî demokratîk dibe û mercên xweseriya demokratîk tên xuyakirin. + +Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay, roja 21ê Tebaxê gotibû, em dixwazin yekser bi Qendîlê re hevdîtinan bikin ji ber ku li gorî me ev hevdîtin dê bisûd bin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê eşkere kir, hêzên taybet ên Amerîka û Fransa dest bi perwerdeya hêzên pêşmerge kirin û wan fêrî çawaniya bikaranîna çekên nû dikin. + +Li gorî rojnameya Timesê ya înglîzî, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji aliyê tîmên taybet ên Amerîka û Fransa ve li ser çawaniya bikaranîna çekên giran bi taybet mûşkên ji curê ";Milan Antî-Tank"; tên fêrkirin. + +Efserekî pêşmerge li eniyên şer li Kerkûkê ji rojnameya Timesê re gotiye, ew çekên giran ên vê dawiyê ji hêzên Pêşmergre re hatine hemû bi awayekî tund tên parastin û tîmeke taybet a rojavayî pêşmergeyan li ser wan perwerde dike. + +Berpirsekî leşkerî yê Kurdistanê jî ji Rûdawê re got,fêrkirina pêşmergeyan li ser çekên giran dê heta derdora 6 hefteyan (meh û nîvekê) bidome û da zanîn, heta niha gellek pêşmerge hatine fêrkirin. + +Çekdarên DAIŞê piştî ku bajarê Mûsilê girtin gellek çekên giran bi taybet otomobîlên zirhî yên ku Amerîka dabûn artêşa Iraqê dest danîn ser û di şerê li dijî hêzên Pêşmerge de bikar tînin. + +Piştî ku çekdarên DAÎŞê dest danîn ser bajarokê Qerqoşê, êdî wê rêxistinê dest bi derkirina meshîiyên wî bajarokî kir û ber bi navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê bi zorê koçber kirin. Di nava wan koçberan de, 25 pîrejin û pîremêr hebûn ku DAÎŞê ew avêtin nêzîkî çemê Xazirê. Li wir jî, tevî emrê wan yê mezin, lê hezkirina jiyanê qûwet û enerjî da wan ji bo ku bikarbin 4 saetan bimeşin û xwe bigihînin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê. +SB¤WA0 4880 +Koçberê Xristiyan +Hêzên pêşmerge, ji aliyê xwe ve tedîbrên ewlekariyê standin û piştre ew pîrejin û pîremêrên Qereqoşê ku bi darê zorê ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn dekirin, gihandin bajarê Hewlêrê. +SB¤WA1 4856 4912 +Mihemed Muhsin +Koçberên wî bajarokî dibêjin, berî ku DAÎŞ wan bi zorê der bike, destpêkê malên wan talan dikin û hemû kel û pel û tiştên di nav mala wan desteser kirin. +SB¤WA3 4880 +Koçberê Xristiyan +Çekdarên DAÎŞê ne bi tenê malên wan talan kirine, lê bi gotina vê jina ku mêrê wê nabîne, DAÎŞê keça wê ya 3 salî jê standine, lewra ew hawara xwe digihîne rêxistinên navdewletî ji bo ku keça wê ji destê wan çekdaran rizgar bike. +SB +koçbera Xristiyan¤WA4 4880 +Ev koçberên ku rizgar bûne bextwerên ji ber ku hîn hejmarek ji xelkê Qerqoşê di destê DAÎŞê de mane û li wir girtî ne û kes nizane bê niha çi bi serê wan hatiye. +¤WA5 4880 +SB +Koçberê Xristiyan + +Ev koçberên ku derbasî Hewlêrê bûne wê wan bibin nahyeya Enkawa li Hewlêrê, beşek ji van koçberan xizim û kes û karên wan li wê navçeyê hene û beşek jî wê li Kenîseyê werin bi cî kirin. + +ئینترۆ : بهشهكی زۆری ئاوارهبوویێن شنگال چاڤهرێ وی پارهیێ قهرهبووكرنێ نه دا ژ وێ ژیانا ب زهحمهت یا تێدا دژین دهربازببن ... هندهك ژوانه ئیك جار بێ پارهنه ودرهوشهكا خراب دا دژین ودخوازن كو ب زووتین دهم رهوشا وان بهێته گهۆرین .. هندهكین دی ژبۆ ههشت كهسان سهموونهیهك وپچهك برنج وهردگرن ... ودناڤ وان ئاوارهبوویان ههنه كو ههفتیهكێ لهشێ خۆ نهشۆشتینه +زیاد ژبال ههشت كهسان ڤه خوارنێ وهردگرێ لێ ب تنێ سهمونهك وچیقهك برنجه كه چهند ههبێن فاسولیا ل سهره لێ سپاسدارێ وێ چهندێ ژییه كه برسا دهمهكێ ڤهدشێرێ +زیاد :زارۆكهكی كهمپا خانكێ +ئاشتكرنا وان ئاوارهبوویێن شنگال یێن دڤێ رهوشێ دا دژین ب پاره ناهێته چارهسهركرن وئهو خهمبارێن وێ چهندێ ژی نینن ... لێ تهرخانكرنا ئێك مهلیۆن دینار ژبال حكومهتا ههرێما كوردستانێ ڤه ژبۆ ههر خێزانهكا ئاوارهبووی هندهك ژ وان ئاوارهبوویان سهرقالی گهلهك رێكان كرن بێی كو كهدا فایلێن وان ژی ب دهست بكهڤێ +حهیدهر دهروێش : ئاوارهبووی +نهك ب تنێ پاره چارهسهریهكا دهمكی ژ وان را پهیدادكه ل ناڤ وان ئاوارهبوویان دا ههینه لهشێ وان ئهڤه ههفتیهكا دڤێ گهرمێ دا كه ئاڤ پێ نهبوویه +جهمیل سهیدۆ : ئاوارهبووی +عهلی ئێزدین كهساتیهكی خانكێ یه نه ژبۆ زیادێ زارۆك ب تنێ بهلكو ژبۆ پتر ههشت ههزار كهسی خوارنێ دروست دكه كه رێكخستی وبهردهوام ژی نابینێ ئهگهر هات وگوهارین پهیدانهبوون +عهلی ئێزدین : كهساتیهكی ئێزیدی +نیزیك 60 ههزار ئاوارهبووی شنگال ل كۆمالگهها خانكێ سهر ب قهزا سێمێلێ ل باژێرێ دهۆك دمینن لێ رهنگه ئهو ژماره زۆر نهبێ ل همبهر پێتڤیێن وی خهلكێ دكهمپا وێ دا دژین + + +VT-serdana yekitiya ewrupi-21082014-beyrut-libnan +Bi armanca gazîkirina li Yekîtiya Ewrupî, daku alîkariya miletên Iraq, Sûrî û Herêma Kurdistanê bike, û kêmîneyên olî weku; Êzdî û kiristiyanan ji rêxistina Dewleta Islamî biparêze, û karesetên ku li Şingal û Mûsilê dibin bisekinînin. +Her wiha da YE alîkariya koçberên sûrî û iraqî li Libnanê jî bike, şandeyekê ji Komeleya xêrxwaziyê ya kurdî libnanî û kongreya kêmîneyên kiristiyan a libnanî, serdana avahiya Yekîtiya Ewrupî li Beyrûtê kirin, û peyama xwe gihandin. +Şandeyê tabloyeke rengreng ji netewe û ayînên civakên Rohilata Navîn, dirust kiribû. +Kurd, Aşûrî, Suriyan, Kildan û Misilman û Kiristiyan, mil bi mil tê de amade bûn, da yek nameyê bigihêjînin vê +rêxistina navdewletî. +Fermanberên YE jî, ji aliyê xwe ve, diyar kirin, ku ew hevxemên miletên Rojhilata Navîn in, û ew dê vê nameya +wan bigihêjînin Brukselê. +... +Axêver: +1. Serokê Komeleya Xwêrxwaziyê ya kurdî libnanî = +Behaeddîn Hesen. +2. Serokê Kongreya Kêmîneyên Kiristiyan li Libnanê = +Êdmon Butrus: +Me îro ne peyama xwe tenê gihand, me Peyama cîhanê tev de, gihand. Di serdemên borî de, miletan gelekî şerê hevdû kir, lê paşê li hev hatin. +Em jî dibêjin; Ku em di nava civakekê de dijîn, ku pêkvejiyanê li ser me disepîne. Vêca çima em hevdû +dikujin. +Em bi hevdû re, mezin bûne. Me bi hevdû re, xwariye û vexwariye, vêca çima em dê wisa berdewam jî nekin. +Em îro li vir in da em ji YE bibêjin ku bi şêweyekî pratîk, alîkariya lojistîk bide miletê kurd û miletên din, û li dijî terorîzm û xwînrijandinê bisekine. + +VT-22082014-CHP-Kongre-Pishtgiri-Amed-BOX +Întro: Serokatiya CHP'ê ya Şaxa Amedê di kongreya awarte ya CHP'ê de dê piştgiriya Kemal +Kiliçdaroglu bike. Li gor wan Kemal Kiliçdaroglu di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî de +ji namzetê din ya CHP'ê Muharem Înce ji dil û pêşverûtir e. Lewra ew alîgirê Kiliçdaroglu ne. +VT: Di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de ji ber ku Ekmeleddîn Îhsanoglu serneket di +nav CHP'ê de gelek nîqaş û guftûgo derketin û ji serneketina Îhsanoglu Kemal Kiliçdaroglu +hat sûncdar kirin û CHP birayara kongreya awarte stand. 78 şaxên CHP'ê jî biryar girtin ku +piştgiriya Kiliçdaroglu bikin. Li bakûrê Kurdistanê jî piraniya şaxan piştgiriya Kiliçdaroglu +dikin. +¤WA0 4840 +Soundby: Burhan Altay-Alîkarê Serokê CHP'ê ya Şaxa Amedê:¤WA1 4800 +''78 Şaxên bajaran ya CHP'ê ji bo Kemal Kiliçdaroglu destnîşanên pêkveyî kom kir û +birayara piştgiriyê da. Kemal Kiliçdaroglu siyasetmedarekî azmayîşdar û jêhatî ye. Ji bo +çareserkirina pirsgirêka kurdî jî eleqeyeke mezin nîşan dide. Jixwe di derbarê çareserkirina +pirsa kurdî de daxuyaniyeke jî belav kir. Ez dikarim bêjim ku Kiliçdaroglu ji bo Seroktiya +CHP'ê îdeal û çêtir e.'' +Alîgirên¤WA2 4848 CHP'ê ya bakûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ger di kongreyê de +¤WA3 4792 +Kiliçdaroglu serbikeve dê nasnameya CHP'ê jî haleke nû bigre û CHP demokratir bibe. +Soundby: Ayşe Yelkovan Berpirsiyarê Baskê Jinan a CHP'ê ya Şaxa Amedê: +''Kiliçdaroglu dixwaze pirsgirêka kurdî çareser bike û aşitiyeke mayînde ava bibe. Di +kongreya CHP'ê de serkeftina Kiliçdaroglu serkeftina aşîtî û azadiyê ye. Ger ku Kiliçdaroglu +serbikeve dê destên wî jî xurtir bibe. Ew êdî rehetir dikare li ser çareserkirina pirsgirêka +kurdî raweste. Lewra em ê di kongreyê de piştgiriya wî bikin.'' +CHP îyên Amedê dibêjin Recep Tayîp Erdogan naxwazê pirsgirêka kurdî çareser bibe. Ew +tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê yekê bikartîne û kurdan dixapîne. +Stand-Up + + +Zûmar (Rûdaw) – Di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de ";herî kêm"; 50 çekdarên DAIŞê li devera Zûmarê ya Mûsilê hatin kuştin. + +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, balafirên Amerîka li devera Zûmarê çeper û çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan. + +Wî rayedarê Pêşmerge da zanîn, di bûyerê de herî kêm 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got, di nav wan de du berpirsên mezin ên rêxistinê ku ji wan re dibêjin, ";emir"; jî hene û navên wan jî Ebid Tileferî û Ebû Meryem e. + + +Zûmar (Rûdaw) – Di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de ";herî kêm"; 50 çekdarên DAIŞê li devera Zûmarê ya Mûsilê hatin kuştin. + +Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, balafirên Amerîka li devera Zûmarê çeper û çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan. + +Wî rayedarê Pêşmerge da zanîn, di bûyerê de herî kêm 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got, di nav wan de du berpirsên mezin ên rêxistinê ku ji wan re dibêjin, ";emir"; jî hene û navên wan jî Ebid Tileferî û Ebû Meryem e. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn ku du berpirsên pilebilind ên Tevgera Gorranê dest ji tevgerê berdane. Çavkaniyekê ji Rûdawê re got, yek ji wan rayedarên Gorranê bi navê Osman Hacî Mehmûd ";ji ber nakokiyên hundir"; dest ji tevgerê berdaye. Lê Osman Hacî Mehmûd dibêje min dest ji Gorranê bernedaye. +Rayedarên pilebilind û damezirênerên Tevgera Gorranê Osman Hacî Mehmûd û Mam Rostem dest ji wê berdan. +Jêderekî ji Tevgera Gorranê ji Rûdawê re li ser sedema destberdana Osman Hacî Mehmûd got, Osman Hacî Mehmûd ji ber nakokiyên ku li ser çawaniya standina biryarên siyasî û kifşkirina wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji tevgerê berdaye. + +Wî jêderî da zanîn, ev demek bû wan rayedarên Gorranê bi Organîzatorê Giştî Newşîrwan Mistefa re li ser arîşeya û nakokiyan di nav diyalogê de bûn lê herî dawî dest ji kar berdan. +Her wiha hat zanîn, yek ji berpirsên Tevgera Gorarnê bi navê Mam Rostem dest ji tevgerê berdaye. + +Mam Rostem ji Rûdawê re got, me dest ji Tevgea Gorranê berda û emê di dema pêşde sedemên vê yekê ji raya giştî re eşkere bikin. Mam Rostem di bersiva pirsa ";gelo te nameya destberdana xwe pêşkêşî organîzatorê giştî kiriye yan na?"; de jî got, me dest jê berdaye êdî ew tişên wisa pêwîst nakin. Li nav Gorranê de tiştên nivîskî û fermî tine. Em çawa tevlê bûn wisa jî me dest jê beda. +Li ser destberdana Osman Hacî Mehmûd jî Mam Rostem got, belê kak Osman jî dest jê berdaye û va li kêleka min rûniştiye. Me gellek kesan dest jê berdaye lê ez nikarin hejmarê bêjim. + +Osman Hacî Mehmûd, endamê berê yê Polîtburoya YNKê ye û heyamekî jî Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê bû. Hacî Mehmûd di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009an de bi Mistefayê Seyîd Qadir û Celal Cewher re bi fermî ji Polîtburoya YNKê û hemû organên wê veqetiyan û tevlî lîsteya hilbijartinê ya Tevgera Gorranê bûn. Tevgera Gorranê di wê hilbijartinê de 25 kursî bidest xistibû. + +Osman Hacî Mehmûd li devera Germiyanê ya Başûr ji dayîk bûye. Beriya demekê bi Qadirê Hacî Elî û Salar Ezîz re ji nav Gorranê vekişiyan û paşê ew û Qadirê Hacî Elî tevlî yekemîn kongreya Gorranê bûn. + +Osman Hacî Mehmûd + +Kerkûk (Rûdaw) - Li bajarê Kerkûkê 3 teqînên bihêz çêbûn. Li gorî agahiyan di encama wan teqînan de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 123 kes jî birîndar bûn... +Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro danê êvarê li bajarê Kerkûkê 3 teqînên mezin çêbûn. + +Berpirsê Asayişa Kerkûkê yê PDKê Helo Necat, ji Rûdawê re ragihand, kesekî xwekuj, otomobîla xwe di nava bazarê çekfiroşan a Rehîmawayê Kerkûkê teqand. Di encamê de hejmarek zêde kuştî û birîndar hene. +Her wiha Helo Necat got, teqîna duyem li ser rêya Kerkûk û Bexdayê rû daye. +Helo Necat got, di encama her sê teqînan de bi giştî 21 kuştî û 123 birîndar hene. + +Amed (Rûdaw) – Serokê AK Partî yê bajarê Amedê Aydin Altaç got, PKK dê demên pêş me de çekên xwe deyne. +Aydin Altaç, îro li Amedê civîneke çapemenî li dar xist û kêfxweşiya xwe bo ku Ahmet Davutoglu dibe Serokwerzîrê Tirkiyeyê nîşan da. Altaç got, ";Piştî birêz Erdogan, yê ku herî zêde bikaribe siyaseta AK Partiyê bimeşîne Davutoglu ye. Ew dê siyaseta AK Partiyê pêştir bibe."; +Altaçê, balê kişand ser pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku, pêvajo di dema Davutoglu de jî wê bi biryar bidome. Altaç da xuyakirin, di dema pêş me de PKK dê komên xwe yên çekdar vekêşe derveyî sînorê Tirkiyeyê û pişt re jî wê çekan berde û wiha domand: +";Hin alî naxwazin pêvajoya aştiyê pêşve biçe. Provokasyonan lidar dixin. Bûyerên li Licê jî yek ji wan provokasyonan e. Lê hikumeta me destûr nade provokasyonên wiha."; +Altaçê balê kişand ser êrişên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên ser Herêma Kurdistanê jî û ew wek ";rêxistineke terorîst"; bi nav kir û wiha domand, ";DAIŞ, bi kuştina mirovên sivîl tawanê mirovahî dike. Divê hemû aktorên Rojhilatanavîn li dijî vê derkevin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê ser riya Hewlêr û Kerkukê nêzîkî PeymangehaTeknîkî vê êvarê demjimêr 6:12 de teqînek rû da. +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, wesayîtekî sivîl a bombe barkirî li pêş Zanîngeha Teknîkî ya Hewlêrê hate teqandin û di encamê de birîndar hene. +Derbarê bûyerê de Asayîşa Giştî ya Hewlêrê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji gelê Hewlêrê tê xwestin aramiya xwe bi parêzin û hert tişt di bin kontrolê de ye. Daxuyanî wiha didome: +"Vê êvarê wesayîteke Hunday Tucson bi rengî zîvî li pêş Peymangeha Teknîkî ya ser rêya Hewlêr û Kerkûke hatiye teqandin. Di encamê de 4 welatiyên me bi sivîkî birîndar bûne. Bila gelê me aram be û her tişt di bin kontrolê de ye." + + + + + + + + +Enqere (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba derbarê Êzdiyên ku neçar xwe sipartine Tirkiyeyê de pêşnûmeya qanûnî da û xwest, Êzdî bê pasaport derbasî Tirkiyeyê bibin. +Di pêşnûmeya qanûnê de Agbaba xwest ku, Qanûna Parastina Biyaniyan a Navneteweyî bê guhertin û wiha bê nivîsandin, ";Kesên ku ji welatê xwe bi zilm û zorê hatine veqetandin û nikarin vegerin wê derê û bi awayekî girseyî hatine ber sînorên me divê bê pasaportê bikaribin têkevin Tirkiyeyê."; +Agbaba, di sedema pêşnûmeya qanûnê de destnîşan kir, gellek Êzdiyên ku dixwazin xwe bispêrin Tirkiyeyê ji ber nebûna pasaportê li pişt sînoran mane û wiha domand: +";Nêzîkbûna turîstan li êzdiyên ku ji komkujiyê revîne û gihîştine ber deriyên me hatiye kirin. Kontrola pasaportê tê kirin. Êzdiyên ku derbasî Tirkiyeyê bûne xwedi pasaportê ne, lê tu statuyeke wan a hiqûqî nîne."; +Hefteya borî, Agbaba tevî şandeke Partiya Gel a Komarê (CHP), li Silopî ya Şirnexê û serdana wargeha êzdiyan kiribûn. +Agbabayê ji Rûdawê re jî ragihand, destûr naye dayîn ku êzdî bê pasaport derbasî Tirkiyeyê bibin, loma gellek êzdî li sînorê kom bûne. + + +Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî Êzdî yê derbider li Duhokê ji min re got: Qasim Şeşo ji hemû kes û partiyên din bêhtir namûsa Êzdiyan parast. Vêga di nav Kurdên Êzdî de behs behsa Qasim Şeşo û Qasim Simêr e. Rojnameyên almanî jî navê Qasim Şeşo kirine ";Şêrê Êzdiyan";. + +Qasim Şeşo ku kargêrê liqa 17 a PDKê ye li Şengalê, fermandarê çekdarên Êzdî ye ku piştî dagîrkirina devera Şengalê ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ve, bi Qasim Simêr re berevaniya deverên olî yên Êzdiyan û wan Êzdiyan kirin ku xwe li Çiyayê Şengalê girtin. Rojnameya Rûdawê bi rêya telefonê ev hevpeyvîn bi Qasim Şeşo re pêk anî. +Rûdaw: Hûn çend kes in li quntara Çiyayê Şengalê û gelo rast e wek tê gotin hinek komelgeh hene ku heta niha di destê we de ne? + +Qasim Şeşo: Di destpêkê de em dora 500 kesan bûn, dûre hin kesên din jî hatin ba me. Niha em dora 2000 kesan in û em li ser çend hêlan belav bûne. Heta niha destê DAIŞê negihiştiye dever û komelgehên Bork û Dehola. Komelgeha Dûgirê jî hêj zû bi hevkariya pêşmerge û hevalên PKKê ji aliyê me hate rizgarkirin. Em xwarin û vexwarinê jî ji wan herdu komelgehan re tînin. + +Bi emrê kê û kîjan aliyî hûn li Şengalê man? + +Em bi xwe, ji ber hestkirina bi berpirsyariya dîrokî û parastina namûs û deverên pîroz ên Êzdiyan li quntara Çiyayê Şengalê man û me li ber xwe da. + +Hêzên DAIŞê çend caran êrişî we kirin? + +Şeş caran, roja şemiya borî jî êrişî me kirin. Lê me bi tundî bersiva wan da, ji ber ku niha çekên baştir bi me re hene û cihê me jî baştir e ji bo berevanîkirinê û me nehişt ew nêzîkî me bibin û hilkişin serê çiyê û Mezara Şerfedîn û çend cihên din. + +Çawa çek ji we re tên? + +Du caran çek ji aliyê pêşmergeyan ji me re hatin. Kak Ferîq Cemal hevkariya me kir û cara duyem çekên baş gihiştine me. + +Li gor we, ji ber çi ev yek hate serê Şengalê û kê xemsarî kir? + +Bi dîtina min, tiştê ku hat serê Şengalê komplo bû. Êdî kî be û kîjan partî be vêga ne wextê wê yekê ye. Xemsarên yekem ên vê rewşê jî berpirsên leşkerî û ewlekariyê yên devera me ne. + +Lê hinek ji Êzdiyan behsa berpirsê şaxê 17 yê PDKê li Şenglê Serbest Bapîrî dikin. Hûn wek rêveberê vî şaxî, bi nêrîna we, ew xemsar bû? + +Bêguman, plana wî jî dirust nebû. Lê xemsarên yekem ên vê rewşê berpirsên leşkerî ne. Eger kesên xwedî pileya general beriya xelkê birevin, gelo xelkên belengaz û hejar wê çi bikin? Herwiha çi bi kadroyên partiyê dibe. Bi nêrîna min divê ew berpirs bên bidarvekirin. + +Hûn biryara guhertina berpirsê şaxê Şengalê çawa dibînî, ku niha Seîd Şengalî li şûna Serbest Bapîrî hatiye danîn? + +Kesî ji me nepirsiye. Ev biryar ne di cihê xwe de bû. Gellekî zû bû ji bo vê biryarê. Min ev yek ji berpirsên PDKê re jî got, ji ber ku hêj Şengal di bin destê DAIŞê de ye û hêj destdirêjî li ser keçên Êzdî dibe. Vêce emê çi ji berpirsê şaxekî bikin ku hêj DAIŞ di baregeha wî de çûnûhatinê dike. + +Ti berpirsekî payebilind ê PDKê ji serok, cîgirê serok û kesên din telefonî we kirin? + +Na. Mixabin pirs jî nekirin. Tenê carekê em ligel sekretêrê polîtburoyê Fazil Mîranî axivîn. Lê pêwendiya me ya berdewam ligel endamê polîtburoyê kak Cafer Emînkî û berpirsên din ên leşkerî heye. + +PKKê û YPGê hêzeke taybet ji bo Kurdên Êzdî pêk anîne û dibêjin ew piştî kontrolkirina Şengalê ji aliyê pêşmergeyan ve jî venakişin û niha Çiyayê Şengalê jî di dest wan de ye. + +Ji bo dirustkirina hêzê nizanim û min hay jê nîne. Lê ew hatin cem min, 11 kes bûn. Min ji wa re got: Eger hûn ji bo alîkariya me hatine, hûn gellekî bi xêr bên. Bi rastî jî em spasiya her aliyekî dikin ku alîkariya me bike. Lê em di bin fermana we de kar nakin û divê hûn di bin fermandariya me de bin. Çiyayê Şengalê jî di destê xelkên Şengalê û pêşmergeyan de ye. + +Eger ew ji Çiyayê Şengalê derneketin, helwesta we wê çi be? + +Ez bawer nakim dernekevin. Ew ne xwediyên vê axê ne. Bila herin Kurdistana Tirkiyê rizgar bikin. Ev beşê me ye. Em spasiya wan dikin û bi nêrîna min ne dema vê yekê ye û her Kurdekî xwedî rûmet pêwîst e niha hemû karîna xwe têxe kar ji bo em Şengalê rizgar bikin. Ev ya girîng e. Ji bo zanyariyên te, niha jî bêhtir ji 300 malbatî li Çiyayê Şengalê ne, sûnd jî xwarine ku heta mirinê wê derê vala nekin û niha li nav çiyê ne. + +Bi nêrîna we Şengal zû kontrol dibe? + +Erê. Pêwîstî tenê bi 500 kesên çekdar heye. Niha ez dibêjim eger 55 kesên çekdar hebin bi çekên baş, piştî 48 demjimêran yek bost Şengal namîne ku em kontrol nekin. + +Hinek Êzdî niha doza wê yekê dikin ku rêya çûna Ewropayê ji wan re vebe. Nêrîna we di vî warî de çi ye? + +Ew kesên ku doza çûna bi kom a Êzdiyan bo Ewropayê dikin, karekî sincî nakin û ti prensîpa wan nîne. Ew tenê nêrînên kesayetî ne û derbirrîna nêrîna kesekî nakin. Herwiha em dozê li wan dikin ku bên berevaniyê bikin û vegerin Şengalê. Dunya xirab nebûye û careke din jiyan li Şengalê asayî dibe. Ez xwedî regeznameya almanî me û eger ez bixwazim niha diçim, lê şermezarî ye em axa xwe bihêlin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn li eniya Mexmûr-Guwêrê di operasyonekê de devera Qeracê ji destê çekdarên DAIŞê derbixin. Li gorî agahiyên Rûdawê, 8 gundên Qeracê ketiye destê hêzên Pêşmerge. + +Îro danê sibê hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin. + +Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, heta niha me 8 gundên devera Qeracê kontrol kirine. + +Yek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge nahiyeya Baqirtê ku navenda devera Qeracê ye, bi temamî kontrol kirine. + +Li gorî agahiyên fermandeyên hêzên Pêşmerge, êriş û operasyonên hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê dê bidome heta hemû deverên Kurdistanî yên di bin destê DAIŞê de rizgar bibin. + + +Îlam (Rûdaw) – Ev 7 roj in nahiyeya Mormorî li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê mîna hêlkanê diheje. Tê gotin heta niha herî kêm 500 caran erd li wir hejiyaye! + +Roja 18ê vê mehê li nahiyeya Mormorî ya girêdayî bajarê Avdananê li parêzgeha Îlamê erdhejek bi tundiya 6.2 rîşter qewimî. + +Li gorî medyaya Îranê, ji wê demê ve heta niha devera Mormoriyê mîna hêlkan diheje ji ber wê jî xelkê wê herêmê li derve û li nav çadiran de dijîn. + +Ji aliyekî din, ji ber germaya zêde xelk şepirze bûne û alîkariyên mirovî jî wek pêwîst nagihîjin destê wan. + +Li gorî amarên nefermî, heta niha 470 kes ji ber erdhejê birîndar bûne ku rewşa 30-40 kesan heta astekî giran e. + +Tê gotin, zirar û ziyaneke mezin gihîştiye mal, war û xelkê wê herêmê. Hinek gund bi temamî hatine hilweşandin her wiha sîstema ava vexwarinê jî têk çûye. + + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, bi rêya rojnameyeke almanî bang li welatên rojava kir di şerê li dijî DAIŞê de çek bidin PKKê jî. + +Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de digel rojnameya almanî ya Frankfurter Allgemeine behsa êrişên çekdarên DAIŞê yên li dijî kurdan kir û got, DAIŞ tenê li dijî kurdan nîne lê rojava jî tehdîd dike lewma divê rojava çekan bide PKKê jî. + +Bayik her wiha diyar kir ku take hêza ku bi awayekî micid li dijî DAIŞê şer dike PKK ye û wiha got: ";Divê Ewropa vê kêmasiyê neke ku tenê pişta beşek ji kurdan bigire";. + +Hevserokê KCKê anî ziman ku Tirkiye bi rêya MÎTê çekdarên DAIŞê perwerde dike ji ber wê jî divê Ewropa guvaşê li Tikiyeyê bike da ku vî karî neke. + +Li gorî Cemîl Bayik, Tirkiye rê dide milîtanên DAIŞê ku bi hêsanî ji Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê bibin ji ber wê jî divê Ewropa pêşiya vê yekê bigire. + +Hevserokê KCKê behsa şerê Şingalê jî kir û got, eger gerîlayên PKKê dorpêça çiyayê Şingalê neşikandiban bi hezaran êzîdî dê ji aliyê DAIŞê ve hatiban kuştin. + +Cemîl Bayik li ser îdiayên ku dibêjin hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê çek dane wan jî got, tiştekî wisa tine. + +VT-23082014-Derbare Ekemin Shehide Rojava-Duhok-Box +Întro +Şehîd murad behrem naskirî bi navê tîrêj li gundê hilêq li rojava yê kurdistanê hate bin ax kirin. +lê welatiyên başûrê kurdistanê û siyaset medarên wê ser şerê pêşmergeyên rojava di axivin û dibêjin ko ew dubarkirina şerên sala babilîska(qern) 20 ye li dijî çekdarên daiş tê dubarkirin +kesayet +dilşad şe-ban¤WA0 4848 endam perlemanê ¤WA1 4832 +Yekemîn şehîdê pêşmergeyên rojava Mirad Behrem li gundê hilêq yê kurdistanê hate bin axkirin lê karvedanên şerê pêşmergê rojava bi pêşmergeyên başûrê kurdistanê re bêrdewame lewma siyaset medarên başûr kurdistanê dibêjin ko di şoreşên bûrî de jî ciwanên Rojava dîsa di şer de bûn +Welatiyên duhokê dibêjin ko dema dizanin kurd tev di yek sengerê de ne ev yek morale wan û bi taybet moralê pêşmergeyên başûrê kurditsanê yên ko şerê çekdarên daiş dikin herwiha ew dibjin ko ew jî amede ne li rojava yê kurditanê şer bikin +Nakokiyên siyasî li nik xelkê divê tenê di salonên siyasetê de bimînin lê di dema bû û şer qewemî li deverkê kurdî divê kurd bi yek helwestê bin +Heta niha şehîdek û neh birîndar ji pêşmergeyên rojava di şerê li dijî şekdarên daiş ketin li gorî zaniyariyên rûdawê +Şehîd murad behrem naskirî bi navê tîrêj li gundê hilêq li rojava yê kurdistanê hate bin ax kirin. +lê welatiyên başûrê kurdistanê û siyaset medarên wê ser şerê pêşmergeyên rojava di axivin û dibêjin ko ew dubarkirina şerên sala babilîska(qern) 20 ye li dijî çekdarên daiş tê dubarkirin +dilşad şe-ban endam perlemanê kurdistanê +Yekemîn şehîdê pêşmergeyên rojava Mirad Behrem li gundê hilêq yê kurdistanê hate bin axkirin lê karvedanên şerê pêşmergê rojava bi pêşmergeyên başûrê kurdistanê re bêrdewame lewma siyaset medarên başûr kurdistanê dibêjin ko di şoreşên bûrî de jî ciwanên Rojava dîsa di şer de bûn +Welatiyên duhokê dibêjin ko dema dizanin kurd tev di yek sengerê de ne ev yek morale wan û bi taybet moralê pêşmergeyên başûrê kurditsanê yên ko şerê çekdarên daiş dikin herwiha ew dibjin ko ew jî amede ne li rojava yê kurditanê şer bikin +Nakokiyên siyasî li nik xelkê divê tenê di salonên siyasetê de bimînin lê di dema bû û şer qewemî li deverkê kurdî divê kurd bi yek helwestê bin +Heta niha şehîdek û neh birîndar ji pêşmergeyên rojava di şerê li dijî şekdarên daiş ketin li gorî zaniyariyên rûdawê + + +Mêrdîn (Rûdaw) – Mamostayên kurdî yên ji Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê derçûne, wek nerazîbûna li hember wernegirtina xwe dest bi gireva birçîbûnê dikin. Mamostayên kurdî dibêjin, bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî. + +Yek ji mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê bi navê Yûnis Aslan ji Rûdawê re got, em komek mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê dê sibê li ber avahiya Rektoriya Zanîngeha Artukluyê dest bi gireva birçîbûnê bikin. + +Li ser sedemên vê çalakiyê jî Aslan got, mebesta me ji vê çalakiyê ew e ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî. + +Wî mamostayê kurd da zanîn, sedemeke din a vê çalakiyê jî ew e ku ji par ve nêzîkî 1000 mamostayên kurdî dîplomaya mamostatiya kurdî wergirtine lê heta niha yek ji wan jî ji aliyê hikûmetê ve nehatine tayînkirin. + +Mamosta Aslan eşkere kir ku destpêkê ewê bi 20 mamostayan dest bi girevê bikin lê paşê dê hejmara wan zêde bibe. + +Li gorî agahiyên Yûnis Aslan, mamostayên kurdî yên Wanê jî dê roja 27ê Tebaxa îsal daxuyaniyê bidin paşê dê tevlî çalakiya wan li Mêrdînê bibin. + +Çalakiya mamostayên kurdî sibê saet 14:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike. + +Hikûmeta Tirkiyeyê beriya du salan soz dabû mamostayên kurdî dê wan wek karmendên perwerdehiyê werbigire lê heta niha ev soz bicîh neaniye. + +Tê zanîn, piştî ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî wer dersa bijarde di medreseyan de hat pejirandin Enstîtoya Zimanê Zindî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê dest bi perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî kiribû. + +Dihok (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê perîşan û şepirze bûne, dibêjin ew ji mirinê rizgar bûne lê her roj gazî Xwedê dikin ku canê wan bistîne. + +Di encama êrişên çekdarên DAIŞê de li dijî devera Şingalê û gund û bajarokên ku pirraniya xelkê wan kurdên êzîdî ne, bi hezaran êzîdî koçber bûn û berê xwe dan deverên din. + +Ew dibêjin: Em ji qonaxên zor re derbas bûne; ya yekê ji destê DAIŞê rizgar bûn û reviyan çiyê, ya duyem li hember birçîbûn û bêaviyê li ber xwe dan ya sêyem jî ji çiyê daketin û piştî bi saetan meş gihîştin cihê aram... + +Hinek ji wan dibêjin, em ji mirinê filitîn lê em roj ji Xwedê dixwazin canê me bistîne... + +Dihok (Rûdaw) – Malbateke nahiyeya Gir Izêrê ya girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, komkujiya ku çekdarên DAIŞê li devera wan kirine ji Rûdawê re vegot. + +Malbateke devera Gir Izêrê ya Şingalê şahidê komkuştin û talankirina mal û milkên xelkê wê deverê ji aliyê DAIŞê ve bûye… + +Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê û gundên derdorê kirin, hinek malbatan karîn xwe rizgar bikin û birevin çiyayê Şingalê lê gellek keç, jin û zilam ketin destê wan… + + +Nêzîkî 21 meh in diyalogên pêvajoya aşitî di navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyeyê bi riya rêxistina îstîxbaratê MÎTê dest pê kiriye û ev 17 meh in jî şer li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de rawestiya ye, lê heta niha jî bi awayekî rasteqîne, pêvajo derbasî qonaxa duyem ango danûstandinan nebûye. Qonaxa ku êdî dewlet bi awayekî siyasî nêzîkî pêvajoyê bibe û desteyeke bê alî yan jî aliyê siyemîn çavdêriya wan danûstandinan bike, bê lidarxistin. + +Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, di destpêka vê mehê de dibêje, pêvajo êdî ji qonaxa diyalogê derbasî qonaxa danûstandinan bûye, yanî ji ya yekemîn derbasî qonaxa duyemîn bûye û nexşeriyeke pêvajoyê ku wê li meha îlonê de bi rê ve biçe, destpê dike û êdî wê li dewsa şandeyên MÎTê saziya şêwermendiya civakî û ewlekariya serokwezîrtiyê vî karî birêve bibe û ew niha bi ocalan, rayedarên HDPê re dide û distine û ewê bi berpirsên KCKê re jî hevdîtinan pêk bînin. +Rêberê PKKê Ocalan di piraniya hevdîtinên şanda HDPê de tekez dikir ku, pêwîstîya pêvajoyê bi çavdêrên navneteweyî heye û hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî di meha hezîrana borî de diyar kir ku, ji bo ku pêvajo derbasî qonaxa danûstandinan bibe, hebûna çavdêrên navneteweyî şert e. Lê alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay meha borî digot, Tirkiyeyê pêvajoyê bi xwe dimeşîne, û pêwîstî tineye ku aliyeke siyem têkeve nav vê pêvajoyê û êdî li dewsa MÎTê wê saziya şêwermedên civakî û ewlekarî rasterast qonaxa duyemîn bimeşîne. +Li gor rojnameya Cumhuriyeta Tirkiyeyê, danûstandinên pêvajoya Osloyê 2009an, dewleta Îngîlterê û hin aliyê din, wek aliyê siyemîn di wê pêvajoyê de cî digirt û tomarên deng yên ku li tora civakî ya înternetê de belav bûye ew gotin pişt rast kir. +Her li gor rojnameya Cumhuriyetê, di demên dawî de şanda hikûmetê ku bi Ocalan re hevdîtin dikirin, careke din mijara aliyê siyemîn ya navneteweyî ku çavdêriya pêvajoyê bike, gotubêj kirine û diyar e ku hikûmet çirayeke kesk destinîşan kirina aliyê siyem re vêxistiye. Lê heta niha nîqaşên ku, kî di vê çavdêriyê de wê cî bigire, dewlet bin yan saziyên navneteweyî bin ne hate bi dawî kirin. PKKê dixawaze ku saziyeke bêalî ya navneteweyî be. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze dewleteke siyem a bê alî be, lê heta niha jî ew nîqaş berdewame û negihêşitiye encam û biryaran. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsiyariya xwe ya teqînên duhî yên li Kerkûkê ragihand û navê xwekujeran jî aşkere kir. +DAIŞê li ser înternete belav kir ku, teqînên duh yên li Kerkûk û Hewlêrê ji hêla xwekujerên wan ve hatine pêkanîn. Li gorî daxuyaniya DAIŞê, teqînên Kerkûkê ji hêla xwekujerên bi navê Ebû Emne Ensarî, Ebû Îbrahîm Almanî û Ebû Yaser Almanî ve hatine pêkanîn. +Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Hewlêrê jî bi otomobîleke bombe barkirî hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kirine armanca êrişê. +Duh li Kerkûkê 3 êrişên bombeyî bi xwekujeran hatibûn kirin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 123 jî birîndar bûbûn. + +Sine (Rûdaw) – Parêzgarê bajarê Sine ya Eyaleta Kurdistanê got, di demên pêş de li Zanîngehên Sineyê beşên Wêje û Zimanê kurdî wê bên vekirin. +Parêzgarê bajarê Sine (Senendec) yê Îranê Abdul Muhammed Zahîdî civîneke çapemenî li dar xist. Zahîdî got, ";Ser daxwaza gelê Kurdistanê, hikumetê biryar da ku li Zanîngehan dersên Wêje û Zimanê Kurdî bên danîn."; +Herwiha Zahîdî got, Wezîrê Çandê yê Îranê soz daye ku di demeke nêzîk de vê planê pêk bînin. +Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, mafên komên êtnîkî yên li wê welatê heye ku bi zimanê dayîkê perwerde bibînin. Di sala 2004 de li Îranê biryara vekirina beşên Wêje û Zimanê Kurdî hatiye dayîn lê heta niha bi hinceta nebûna mamoste û pereyan ev biryar nehatiye bicihanîn. +Sine, li Rojhilata Kurdistanê peytextê Eyaleta Kurdistanê ya ser Îranê ye. + +Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê ragihand, pasaport didin erebên Iraqê ku xwe sipartine Herêma Kurdistanê. +Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê, bi armanca kêmkirina daxwazeke pir zêde ya bo pasaportan, di çarçoveya biryara Bexdayê de rojên Şemî jî dixebite. +Erebên ku penayê Kurdistanê bûne, je herêmên ku ketine jêrdestê DAIŞê revîne û ji ber vê yekê nikarin li herêmên xwe karên resmî bikin. +Tê ragihandin, hin penaberên ku daxwaza pasaportê dikin êdî naxwazin vegerin Iraqê. +Li gorî daneyên Birêveberiya Pasaportê ya Hewlêrê, di navbera mehên Çile û Hezîrana vê salê de, 42 hezar û 490 welatiyên Iraqê pasaport girtine. +Daneyên fermî nîşan didin ku heta niha nêzîkî 2 milyon penaberan xwe sipartine Herêma Kurdistanê û ji wan 700 hezar kes ji bajarên Mûsil û Selaheddinê hatine. + + +Sêrt (Rûdaw)- Li Sêrtê qepaxên deriyên bendavê hatin vekirin û kesên li wê derê çûbûn seyranê di avê re çûn. +Li ser agahdarkirina welatiyan hejmareke zêde tîmên rizgarkirinê û ambulans bo herêmê hatin şandin. +Cihgire Parêzgarê Sêrtê Mustafa Pala ragihand, beriya saetek qepaxên Bendava Alkumruyê hatine vekirin û kesên ku li herêma qedexe di seyranê de bûn zirar dîtine û heta niha 10 kes hatine rizgar kirin. +Tîmên rizgarkirnê hêj li herême dixebitin. + + +Roja Îna borî bi şev, yekîneyên parastina gel Y.P.G ê êrîşeke giran birin ser çend gundên başûrê navçeya Til koçer , kû dibin kontrola rêxistina Dewleta îslamî li Îraq û Şamê Daişê debûn û di encamê de şer û pevçûnên dijwar di navberas her du aliyan de derketin. +herweha li gor çavkaniyên meydanî hêzên Y.P.Gê bi çekên giran êrîşî herdû gundên Sefa û Ekreşa yên nêzîk ji bajarokê Ceza kiribûn û di encamê de ew herdu gund şewitandibûn . +çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got hêzên Y.P.Gê ji gundê Ramela bi mûşekan navendên Daişê li bajarokê Ceza topbarankiribûn lê amarên rasteqîne yên kuştiyan heta niha nehatine zanîn. +Li gor heman çavkaniyê, fermandeyekî Y.P.G.ê yê bi navê Soran, ku xelkê başûrê Kurdistanê ye, hatiye birîndar kirin, li ev yek ji aliyê YPGê ve nehatiye piştrastkirin. +heman Çavkaniyê ragihand kû mîrekî Daişê, bi navê Ebû dareya di şer û pevçûnên devera Cezaa de ,hatiye kuştin . +ji aliyê xwe ve, navenda ragihandina yekîneyên parastina gel YPGê, li ser şerê devera Ceza ,roja Înê beyan-nameyek belavkiribû ku tê de hatiye ku çekdarên Daişê piştî kû çekên giran ji deverên Sûrî û Îraqê bi dest xistibûn, êrîşî devera Ceza û derdora wê kiribûn , kû heta niha ewan tu pêşketin bi dest xwe ve ne anîne , lê li gundekî wê deverê ewan çar hemwelatiyên Ereb Îdam kiribûn û paşê êrîşî devera Rebîaa kiribûn . beyanameyê got tevî kû çekdarên daişê piştgiriyeke mezin ji deverên Hol û Dêrezorê bi xwere anîbûn lê wan tu pêşketin bi dest nexistine . +her di derbarê şerê Cezaa de beyanameyê ragihand kû hêzên Y.P.G ê 50 çekdarê rêxistina Daişê kuştine û termê du kuştiyên çekdarên Daişn ketine destê wan de di gel gujmeyek ji keresteyên teqemeniyan , kû hat xuyakirin kû yek ji wan kuştiyan pisporê teqemeniyan bû û ew duh ji devera Hol anîbûn . herweha hêzên Y.P.G ê tangek û çar otombîlên çekdarên daişê têkşikandibûn. +Beyannameyê herwiha got kû şer û pevçûnan ji demjimêr yekê piştî nîvê şevê destpêkiribû û heta 5 ê sibeha îro berdewabû . + +Germiyan (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge gav bi gav nêzîkî navçeya Celewla dibin. Şerekî dijwar niha li navçeya Helwan ku dikeve rojhilatê Celewlayê didome û hêzên Pêşmerge çar aliyên Celewla girtine. + +Peyamnêrê tora medyayê Rûdawê radigihîne, Pêşmerge gelek nêzîkî sengerên DAIŞê bûye û êdi bi çavan tên dîtin. Her wiha çavkaniyekî Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya şer ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyan hemû gundên Celewla û rêyên ku diçin vê navçeyê xistine jêr kontrola xwe. +Heman çavkaniyê ragihand, heta niha di pevçûnan de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê pêşmergeyan de ye û gelek amûrên şer ên wek tifingên BKC û doçka jî ketine destê pêşmergeyan. +Hewlêr (Rûdaw) – Pêşkêşkarê bernameya televîzyonê Renc Sengawî ku yek ji beşdarên ";Ice Bucket challenge"; ye, ava berfê di serê xwe re rijand û ji çend kesên dîtir re meydan xwend. +Renc Sengawî ku di televîzyona Rûdawê de bernameya ";Li Gel Renc"; pêşkêş dike, li ser meydan xwestina bêjerê navdar ê Iraqê Enwer Hemdanî, ev meydan xwestinê qebûl kir beşdarî çalakiya ";Ava Berfê di ser xwe re jinadin"; bû. +Di encamê de Renc Sengawî sitilek ava berfê ser xwe de rijand û ji Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talabanî û Murat Karayılan re meydan xwest ku ava berfê di ser xwe de bikin. +Renc her wiha got, bi her awayê ew piştgiriya van nexweşên ALSê dike ku pêwîstiya wan bi hevkarî heye û her wiha xemgîniya xwe bo awareyên Şingalê û malbatên pêşmergeyên şehîd nîşan da. +Di Ice Bucket Challengê de, kesê ku meydan xwestinê qebûl dike, divê sitilek ava berfê bi ser xwe de birijîne û pişt re jî çend kesên dîtir re meydanê bixwazê. + + +Dihok (Rûdaw) – Hêzeke Asayişa Şingalê û şervanên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê ne û koçberan diparêzin, nehîştin çekdarên DAIŞê singe çiyê bombe û mîn bikin. Her wiha di şerekî de serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin. + +Efserekî Asayişa Şingalê bi navê Kîfah Husên ku li ser çiyayê Şingalê ye, ji Rûdawê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê dixwestin singê çiyê bombe û mîn bikin lê hêzeke me bi alîkariya hêzeke Qasim Dirbo êrişî wan kirin. + +Kîfah Husên da zanîn, piştî du saet şer û pevçûn me karî wan bidin revandin û ji wir vekişin. + +Li gorî agahiyên Husên, di wî şerî de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Esed Şimer ku berpirsê mînkirinê bû, hat kuştin. + +Qasim Dirbo yek ji kesên naskirî yên devera Şingalê ye ku piştî girtina deverê ji aliyê DAIŞê ve derdora 150 şervanên êzîdî kom kiriye û bi alîkariya hêzeke Asayişa Şingalê li ser çiyayê Şingalê ne û nahêlin çekdarên DAIŞê derbasî çiyê bibin. + +Heta niha gellek kurdê êzîdî yên ji ber DAIŞê reviyane çiyê li ser çiyayê Şingalê mane. Ew dibêjin heta Şingalê ji DAIŞê neyê standin ew ji çiyê danakevin. + +Ormiye (Rûdaw) – Nûnerê azerî yê bajarê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr bi tundî gazinde li rayedarên dewleta Îranê kir ji ber ku ti gavek ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê ku ber bi zuhabûnê ve diçe, neavêtine. + +Zuhabûna Gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê êdî tenê kirîzeke aborî û jîngehî nîne çimkî bûye meydana nakokiyên siyasî yên rayedarên dewleta Îranê jî. + +Ev çendîn sal in dewleta Îranê sozên rizgarkirina Gola Ormiyê dide. Gola Ormiyê niha li ber mirinê û roj bi roj jî mirina wê nêzîktir dibe. + +Li gorî medyaya Îranê, nûnerê azerî yê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr pêr (23ê Tebaxê) di civîna parlamentoyê de gazinde û rexne li hikûmeta Rûhanî kir û ragihand, heta niha hikûmetê ti gaveke piratîkî ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê neavêtiye. + +Nadir Qazîpûr anî ziman ku soz û hewlên hikûmetê heta niha tenê di çarçoveya gotin û silogan û sêmînaran de mane ji ber wê jî qedera golê ji niha teslîmî mirinê bûye û paşerojeke xeter li benda bajarê Ormiyê û parêzgehên din ên derdora golê ye. + +Wî parlamenterê îranî ji rayedaran xwest, bi awayekî bilez dest pêşiya karesata zuhabûna Gola Ormiyê bigirin. + +Li gorî pisporên jîngehê, lêdana bîrên zêde, bikaranîna avê ji bo çandiniyê, guherîna rewşa hewayê û çêkirina bendavan li ser çemên ku dikevin golê sedemên serekî yên zuhabûna ava Gola Ormiyê ne. + +Di serdema hikûmeta Ehmedînejad de dihat gotin ku dê ji Çemê Aras avê bînin bo rizgarkirina golê lê ew pilan jî derew derket. + +Zêdetirî %90 ji ava Gola Ormiyê zuha bûye û li gorî pisporan eger ev rewş bidome êdî gol bi yekcarî dimire. + +Gola Ormiyê mezintirîn gola Îranê û duyemîn gola şor a cîhanê ye. Di navbera parêzgehên Ormiye û Tewrêzê de ye û rûbera wê derdora 52 hezar kîlometrên du-goşe ye ku dike %3 ji rûbera giştî ya Îranê. + +Bajarên Ormiye, Mehabad, Miyandav, Neqede, Selmas, Pîranşar, Şino, Tewrêz, Meraxe û Azerşehr li derdora Gola Ormiyê ne û çemên Zêrîne, Sîmîne, Tal, Gadar, Barandûz, Nazlû û Zola dirijin nav golê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden, kêfxweşiya xwe li hember serkeftinên hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. + +Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir. + +Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Joe Biden kêfxweşiya xwe li hember serkeftinên hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de anî ziman û ragihand, Amerîka dê li ser piştgirtina hêzên Pêşmerge berdewam be. + +Alîkarê Obama li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî got, divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingehên rast û bawerî û çareserkirina arîşeyan were avakirin. + +Dihok (Rûdaw) – Hat zanîn sê berpirsên leşkerî û siyasî yên PDKê ji ber ku di bûyerên Şingalê de ";xemsarî"; kirine rastî lêpirsînê hatine û ji bo wê jî navenda giştî ya PDKê, Pîrmam, hatine gazîkirin. Berpirsekî PDKê jî dibêje, jibilî wan sê kesan hinek berpirsên din jî dê ji ber Şingalê rastî lêpirsînê bên. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrevaniyê General Seîd Kêsteyî, Rêveberê Asayişa Şingalê Şewket Kanîkî û Berpirsê Liqa 17 a PDKê li Şingalê Serbest Babîrî ji ber xemsarî di parastina devera Şingalê de ketin bin lêpirsînê û niha jî li navenda giştî ya PDKê li Pîrmamê ne. + +Şewket Kanîkî li ser vê yekê got, em ji ber wê çûne Pîrmamê ku bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re li ser bûyerên Şingalê hevdîtin bikin. + +Bi fermana Barzanî lêjneyek ji bo lipeyçûna bûyerên Şingalê pêk hatiye. Di nav lêjneyê de nûnerê Barzanî, nûnerê Wezareta Pêşmerge û dozgerek hene û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine. + +Jêderekî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, Barzanî pir bi hûrayî bûyerên Şingalê dişopîne û pir zû berpirsê liqa 17 a PDKê (Babîrî) ji kar dûrxist. Wî jêderî ku nexwest navê wî were gotin, her wiha diyar kir, bi fermana Barzanî sê berpirsên PDKê çûne Pîrmamê û niha di bin lêpirsînê de ne. + +Li gorî agahiyên wî jêderî, jibilî wan her sê berpirsan hinek berpirsên din jî dê ji ber bûyerên Şingalê li Pîrmamê bên lêpirsînkirin. + +Şewket Kanîkî dibêje, em li Pîrmamê nehatine desteserkirin tenê ev çend roj in em li bendê ne bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re rûnên. Jixwe her tişt tê zanîn û kes êdî nikare veşêre. + +Kanîkî diyar kir ku ew nizanin Barzanî dê çi biryarekî di heqê wan de bide lê ";her biryarekî bide stûyê me li ber kêra wî ye";. + +Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrvaniyê General Seîd Kêsteyî jî ku niha li Pîrmamê û di bin lêpirsînê de ye ji Rûdawê re got, her wextê dilê me bixwaze em diçin hotêlê xwarinê dixon çimkî em ne girtî ne û tenê li benda Serok Barzanî ne. + +Lê Rûdawê nekarî bizane ka berpirsê liqa 17 a PDKê Serbest Babîrî jî li Pîrmamê ye yan na çimkî xuya nake û telefonan jî bersiva nade. Kanîkî û Kêsteyî jî tiştek li ser wî eşkere nekirin. + +Li gorî berpirsekî mezin ê PDKê, dema berpirsekî/e PDKê kêmasiyekî dike destpêkê dibin Pîrmamê û li wir dixin bin lêpirsînê. Rast e li wir nayên girtin lê mîna girtiyekî/ê bi wan re didin û distînin ji ber ku nikarin her cihê ku dilê wan xwest herin. + +Koçberiya bi kom ber bi dewletên ewropa ve yek ji xwestekên kurdên êzîdî ye û ev daxwaz dibe mijara oldarên ayîna êzîdî ko ew dibînin ko kurdên êzîdî heger parastineke cîhanî bo wan bê dabîn kirin ew wê vegerin deverên xwe +Baba çawWA2 4824 4952 serpiriştê perestgeha laleş +doza koçberiya bi kom nav jimareke ji xelkên êzîdî derdikeve ko civata rûhanî êzîdî jî kir ye yek ji xwestekên xwe bo dewletên cîhanê. +Lê her ciwan dibînin ko hêviyeke wan heye ko li vegerin male xwe +Lewma xweştir ji cihê mirov lê jidayik bibe nîne ciwanên kurdê êzîdî jî dudilin derbarê biryara koça ji welat +Oldarên êzîdiya hewl didin wan genca têxin bawerya ko ew dev ji laleş û deverêb xwe yên pîroz ber nedin û soza dixwîn ko ew doza parastina wan li mala wan bikin da fermanên wiha dubare nebin +Li welata elmaniya bi tenê ji 80 hezar ta bi 100 êzîdî heye niha ew di salên berê de berê xwe dabûnê + + +ئینترۆ : ژبۆ چارهسهركرنا نهخوهشێن ئاوارهبووی ل باشورێ كوردستانێ تیمهكی خۆ بهخشێ نۆژدارێن كورد ژ كۆنگرهیا نوژدارێن میزیبۆتامیا گههشتن باشورێ كوردستان ژبۆ چارهسهریێ ... ئهو تیمێ نوژداران نهك ب تنێ دهرمان ژبۆ نه خۆشان ئانینه بهلكو جل وبهرگ وپێتڤی ژی ژبۆ زارۆكێن شنگال دگهل دهنه ودابهش دكهن +كۆنگرا نۆژدارێن مۆزۆبۆتامیا یێن كورد ل ئهلمانیا كه ژ ههموو نۆژدارێن كوردان بهشداریێ تێدا دكن دهرباری رهوشا باشورێ كوردستانێ ب گشتی وئاوارهبوویێن شنگال ب تایبهت هاتنه دهنگ وتیمهكی خوه بهخش پێك ئانینا دا كو سهرهدهریێ ل رهوشا وان بكهن +پرۆقیسۆر حسێن بهكتاش سهرۆكێ كۆنگره وتیمێ خوه بهخش +ئهو ان ل زاخۆ خوه ب جیه كرینه لێ نه تنێ هاریكاریێن تهندروستی پێشكێش كرینه بهلكو ژبۆنا وان زارۆكێن پێتڤی جل وبهرگان هاریكاری ئانینه +دكتۆر دانا : خوهبهخش +رێڤهبهریا ساخلهمیا زاخۆ ژی كار ژبۆ وان دهستنیشانكریه ودگهل چهند تیمێن گهرۆك یێن ب تیمێن مۆبایلا ل ناڤ دبن قهستا جهێن ئاوارهبوویان دكهن ژبۆ ههر تهنگاڤیهكا كو خهلك تێرا دهربازببی +قهرهنی سهعید عهبدوللا : رێڤهبهرێ ساخلهمیا زاخۆ +ئهوی تیمێ خوه بهخش ئێك ژ كهنالێن ههرێن ناڤدارێ ئۆرپا ژی دگهل دایه كه ب زهدهفه 2df ب ناڤه كه رۆژانه رهوشا ئاوارهبوویان ل باشوری كوردستان ڤهدگ + +Sêrt (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna ava çemê Botanê 6 kes li ber avê çûn ku 5 ji wan mirin. + +Duh danê êvarê ava çemê Botanê li Sêrtê ji ber ava ku ji santrala hîdrolîk ya şîrketeke taybet ketibû nav, zêde bû ji ber wê jî ew kesên ku li derdora çêm hatibûn seyranê li nav li be avê çûn. + +10 kes ji welatiyên ku ji ber avê çûbûn ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên saziya Rewşa Awarte ya Serokwezîriyê ya Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin rizgarkirin lê 6 kes nehatin dîtin. + +Xebata tîmên rizgarkirinê dom kir lê herî dawî ji wan 6 kesan cenazeyên 5 kesan hatin dîtin. Navên kesên di avê de xeniqîn wiha ne: Semanûr Parlakuşer (10 salî), Seval Parlakuşer (5 salî), Betûl Parlakuşer (8 salî), Ahmet Tente û Fikret Tente. + +Hat gotin, xebata lêgerînê ji bo dîtina kesê bi navê Osman Parlakuşer hê jî didome. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevk û endamê Polîtburoya PDKê Ceifer Îbrahîm diyar kir, hemû eşîrên ku li devera Şingalê xiyanet li kurdan kirin dê bi tundî bên cezakirin. Îbrahîm her wiha da zanîn, bi rayedarên YPGê re di nav diyalogê de ji bo girtina Şingalê. + +Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm ji Rûdawê re got, ew fermande û berpirsên ku parastina devera Şingalê de xemsarî kirine dê bên cezakirin û PDK di vê yekê de qet dudil nîne. + +Li gorî kurdên êzîdî yên ku ji komkujiya Şingalê rizgar bûne, cîran û hinek gundên derora wan ku pirranî ereb in jî alîkariya DAIŞê kirine û herî kêm bi qasî DAIŞê ew êşandine. + +Li ser vê yekê jî Ceifer Îbrahîm got, helbet ew eşîr û kesên ku xiyanet li Şingalê kirin dê bi tundî bên cezakirin. + +Derbarê têkiliyên hêzên Pêşmerge û YPGê li ser çiyayê Şingalê jî berdevkê PDKê ragihand, ew niha bi rayedarên YPGê re di nav diyalogê de ku carek din tengavî çênebe di navbera wan û hêzên Pêşmerge de. + +Di besiva pirsa ";gelo YPG dê cardin li ser çiyayê Şingalê astengiyê li pêşiya pêşmerge derbixe yan na"; de jî Îbrahîm got, êdî tiştekî wisa çênabe û YPG astengiyê dernexe pêşiya pêşmergeyan. + +Beriya niha Rûdawê di raporekî de ragihandibû ku hêzên YPGê bûne asteng li pêşiya hêzên Pêşmerge û amerîkî û nehîştine êrişî çeperên DAIŞê yên Şingalê bikin. + +Ceifer Îbrahîm eşkere kir ku tîmeke şêwirmendên leşkerî yên Amerîka li Dihokê ne û mijûlî pilankirina êrişa li ser Şingalê û deverên Başûrê Kurdistanê yên di bin destê DAIŞê de ne. + +ههڤسهرۆکێ کهجهکێ یێ بهرێ موراد کارایلان ڕۆژا ۲۵ نیسانا ۲۰۱۳ئان ده ژ ڕایا گشتی ڕه ڕاگهاند کو، ئهوێ گهریلایێن خوه ژ ڕۆژا ۸ گولانا وی سالی ده ژ باکوورێ کوردستانێ بهر ب باشوور ڤه ڤهکشینن، لێ د بن هنهک هینجهتێن کو دهولهتا ترکیێ گاڤێن قانوونی ناڤێژه، و ئاستا ئامادهکاریێن خوه یێن شهر بلن دکه، ڤهکشینا هێزێن گهریلا هات ڕاوهستاندن. +تهڤی کو یهک ژ خالێن ههری گرینگ د پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهری یا کو د ناڤبهرا پهکهکێ و هکوومهتا ترکیێ ده ب ڕێڤه دچوو، ڤهکشینا گهریلایان و بێ چهک کرنا وان بوو، لێ ئهڤ ههتا نها پێک نههات، و ل گۆر ئاخافتنێن کو ل کالیدۆرێن هکوومهت و پارتیا هادهپێ ده دگهره وێ د دهمێ نیزیک ده ژی پێک نهیێ. +ل گۆر ڕۆژنامهیا ملیهتا ترکیێ، ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ژ شاندا هکوومهتێ کو ب سهرپهرهشتیا سهرۆکێ ئیستخباراتا ترکیێ ههکان فیدان ل ڤێ مههێ ده پێک هاتیه ڕه، گۆتیه، ژ بهر ئالووزیێن کو ل ڕۆژاڤا کوردستانێ و ڕهوشا داوی ل شهنگالێ، کو ههردو ژی سینۆرێن ستراتهژیکن ژ بۆ ترکیێ و کوردستانێ، وی خوهستیه هێزێن گهریلا ل وان دهڤهران کارێن خوه یێ پاراستنێ دهوام بکن، و ههتا کو ئهڤ ئالووزی و پهڤچوونێن لهشکهری ل ڕۆژهلاتا ناڤین ههبه، ب تایبهتی ژی ل دهردوورا ههرێمێن کوردان، ئهو نکارن مژارا بێچهککرنا گهریلایان تێخن گۆتووبێژێ، لێ مژارا ڤهکشینا وان ژ باکوورێ کوردستانێ ئهو گرێدایی گاڤێن کو دهولهتا ترکیێ د ترکیێ ده باڤێژهیه. +ههروها ل گۆر ڕۆژنامهیا ملیهتێ، ل گۆر ههڤدیتنێن شاندا هکوومهتێ ب ئۆجالان ڕه، مژارا ئافۆیا گشتی ژی ژ ڕۆژهڤا پێڤاژۆیێ دهرکهتی یه، ژ بهر کو پهکهکێ ل دژی بریارا ئافۆیێ یه، ئهو دخوازن دهولهتا ترکیێ وێ مژارێ ب قانوونان چارهسهر بکه، یانی دهستپێکێ ئهو گهریلا و کادرۆیێن کو تهڤلی شهر نهبوونه، بێ دارهزاندن ڤهگهرن ترکیێ، و پشت ڕه دهربارێ یێن کو شهر کرنه قانوونێن کو وان نهیێن دارهزاندن و تهڤلی جڤاکێ سیاسهتێ ببن دهرکهڤه. +ههر وها ئێدی وێ ل دهوسا کو میتا ترکیێ دیالۆگان ب ئۆجالان و پهکهکێ چێدکه، وێ سازیا شێوهرمهندێن ئهولهکاری و جڤاکیا سهرۆکوهزیرتیێ کو ژ ههفت سهکرهتهریان تێ پێکانین، دانووستاندنان برێڤه ببه، و ههموو دانووستاندن ژی وێ بێن تۆمار کرن و نڤیساندن، دیسا وێ ژ ههردو ئالیێن پێڤاژۆیێ، سازیا چاڤدێریێ کو ژ مرۆڤێن پسپۆر،ئاقلمهند و سازیێن سڤیل پێک وهرن بێ لدارخستن،ئوو کێشه و ئاستهنگێن کو دهرکهڤن ئهوێ ب ئالیان ڕه چارهسهر بکن. +ل گۆر داخویانیێن شاندا هادهپێ یێن کو ب ڕێبهرێ پهکهکێ ئابدولا ئۆجالان ڕه ل گراڤا ئیمرالیێ ههڤدیتنان پێک تینن، وێ ئۆجالان د سالڤهگهرا ڕۆژا ئاشتیا جیهانێ یهکێ ئیلۆنێ ده، دهربارێ قۆناخا نوو یا پێڤاژۆیا ئاشتی و چارهسهریێ و نهخشه ڕیا وێ ده، داخویانیێن پر گرینگ ڕاگهینه. + + +Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê gefa kuştinê li xelkê gundê bi navê Telmûsê li devera Zûmarê ya Mûsilê dikin, ji ber wê jî gundî ji tirsa DAIŞê direvin û heta niha gellek ji wan reviyan deverên di bin kontrola hêzên Pêşmerge de. + +Berpirsekî YNKê bi navê Kerîm Gegerî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê duh ji gundiyên gundê Telmûsê re gotibûn eger di nav 4 saetan de gund vala nekin dê hemûyan bikujin. + +Kerîm Gergerî ragihand, ji ber wê jî gellek xelkê gund îro ji gund deketine û derbasî xala pişkinînê ya Eloke bûn û ji wir jî hatin veguhestin bo kampeke koçberan li nêzîkî gundê Baezreyê yê Dihokê. + +Li gundê Telmûsê 600 malbat dijîn û hemû jî kurd in. Lê piştî ku devera Zûmarê ji ber êrişên DAIŞê aloz bû pirraniya wan jig und reviyan. Beriya şer jî derdora 100 malbatî gund terikandibûn. + +Wî berpirsê YNKê daxwaz kir ku pêwîstiya wan koçberan bi alîkariyên mirovî heye lewma divê di demeke kurt de alîkarî ji wan re bê şandin ji ber ku rewşa tenduristiya pirraniya zarok û jinan baş nîne. + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku heger, di desthilatiyê de guhertin bê kirin ew amade ne alîkariya pêvajoya siyasiya Iraqê bikin. +Barzanî îro li bajarê Selehedînê pêşwaziya şandeke Parlementoya Elmanî ya di bin serokatiya Volker Kawder de kir. Barzanî got, hikûmeta berê ya Iraqê deh sal in embargo daniye ser Herêma Kurdistanê û bi taybet ser pêdiviyên pêşmerge. +Serokê Herêma Kurdistanê her wiha aşkere kir ku, divê hikûmeta nû xeletiyên hikûmeta berê dubare neke û bi berpirsiyarî tev bigere, zirarên ku terorîstan daye gelan jî telafî bike. + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, qanûna di heqê baştirkirina jiyana peşmergeyan de pejirand. +Parlementoya Kurdistanê hê berê, bo ku di hemû aliyan de rewşa jiyana pêşmergeyan baster bike, ji 21 bendan qanûnek qebûl kiribû û bo erêkirinê Serok Barzanî re şandibû. +Qanûn ji 21 bendan pêk tê û bi ";Başkirina rewşa jiyanî a pêşmergeyan, nîşankirina erkê wan û bicih anîna pêwîstiya wan"; hatiye binavkirin. Qanûn arîşeyên pêşmerge ên derbarê rêxistinî, aborî, civakî û tenduristî çareser dike. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hat îdiakirin ku, gerîlayên PKKê 3 endazyarên çînî revandine. +Li gorî nûçeyên medyaya tirkî, gerîlayên PKKê li Gundê Bêspin a girêdayî Silopî ya navçeya Şirnexê 3 endazyarên çînî yên li santrala termîkê de kar dikin, revandin. +Hat ragihandin ku, endazyarên çînî wextê çûna marketê bo danûstandinê de hatin revandin. +Derbarê mijarê de ji PKKê heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. + +Hewlêr (Rûdaw) – Evîn Aso ku, bi meydan xwestina Renc Sengawî beşdarî çalakiya ";Ava berfê bi ser xwe re rijandin"; bûbû, ji Berhem Salih re meydan xwest. +Medyakarê Televîzyona Rûdawê Renc Sengawî, duhî beşdarî Çalakiya ";Ice Bucket Challenge"; bûbû û li gel Nêçîrvan Barzanî, Mûrat Karayılan û Qûbad Talabanî, ji medyakar Evîn Aso re jî meydan xwestibû. +Evîn Aso jî, îro beriya ku sitilek ava berfê di ser xwe re birijîne, meydan ji Berhem Salih Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, Rojnameger Berêz Hacî û Elî Heme Salih endamê Parlementoya Kurdistanê re bo beşdarî çalakiya sitilek ava berfê ser xwe re rijandin bibin, meydan xwest. +Çalakiya ";Ice Bucket Challenge"; bi armanca piştevaniya nexweşên ALS hatiye destpêkirin. Kesên nexweşiya ALS ketine, cureyek felcê dibin, li gel ku her tiştî dibîhîzin, dibînin lê derveyî çavên xwe nikarin tu deverekê xwe bilepitînin. Di vê nexweşiyê de heger alîkariya civakî nebe, ev nexweş di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dide. + + +Mêrdîn (Rûdaw) - Namzedên mamostetiya zimanê kurdî ku Zanîngeha Artukluyê qedandin e, bo nehatine wezîfedarkirin îro dest bi greva birçîbûnê kirin. + +Komek namzedên mamoste ku xwe bi Platformu Mamosteyên Kurdî (PMK) binavkiribûn, îro li ber deriye Zaningeha Artukluyê daxuyanî da. + +Berivan Saruhan, namzedê mamostatiya kurdî, bi navê komê daxuyanî xwend û anî ziman ti sozên ji mamosteyên kurdî yên ku ji Zanîngeha Artukluyê mezûn bûyin re hatine dayin, ne hatine cîh. Saruhan da zanin, ji wan hinekan, bo beşa zimanê kurdî bixwînin dest ji karê xwe berdana û niha tengaviyên aboriye dikşînin û wiha got: + +";Heger em behsa dewletek civakî bikin, piştî ku sozên dayin namzedên mastoyên kurdî û ew stembarkirin, kijan wijdan vê yekê qabul dike? Em pêdagarin; divê sozên ji mamosteyên kurdî re hatin dayin bê qabul kirin. Di vê çarçoveyê de heta kontejana bo mastoyên kurdî neyê eşkere kirin em dê greva birçîbûna ya bidorî du roj bidomînin."; + +Mamosteyên Kurdî, piştî daxuyanî çûn parka Karayollariyê ya ku hemberê Parêzgariya Mêrdînê û dest bi greva birçîbûnê kirin. + +Li Tirkiyeyê serdema perwerdehiya îsal dê 15 Îlonê destpê bike. Bi vê mabestê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ji hemû beşan dê 35 hezar mamosteyan wazîfedar bike. + +Nêzîkê 2 hezar namzedên mamostetiya kurdî yên ji Zanîngeha Artukluyê mezûn bûne, dixwazin di nav wan 35 hezar kesen ku dê bên wazîfekirin de cîh bigrin. +Li Tirkiyeyê ev du sal e, dersa kurdî li pola 5, 6 û 7ê wek dersa bijartê tê dayin. +Rûdaw (Hewlêr)- Çavdêrên siyasî dibêjin, Kurdistan çiqas hatibe perçekirin jî, di rojên teng de, kurd li pişta hev disekinin û weke yek perçe û yek gel, xwedî li hev derdikevin. +Ji 250 hezarê zêdetir welatiyên rojavayê kurdistanê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê penaberî başûrê kurdistanê bûn. Lê hê jî xelkê rojava ku li Başûrê Kurdistanê penaber in hêvî dikin ku rojekê dê welatê wan aram bibe û vegerin ser axa xwe. +Niha jî ji ber êrîşên DAIŞê welatiyên kurd yên Êzîdî ji Şingalê penaberî rojavayê Kurdistanî bûne û xelkê her aliyekî ji herdû aliyên kurdistanê bi erkê xwe radibin û xizmeta penaberan dikin. + +Nûnerên Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê di desteya siyasî û ya giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê dê civîneke taybet lidar bixin da ku hem nêrîn û helwestên xwe derbarê avakirina hikûmeta demkî ya nû ya ser bi opozisyonê guftûgo bikin û hem jî piştgiriya xwe ji berbijarekî serokatiya hikûmetê destnîşan bikin. + +Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyonê ji ber Encûmena Niştimanî ya Kurd ve, Mihemed Xêr Bengo ji Rûdawê re ragihan ku ew weke Encûmen wê di hikûmeta Demkî ya nû de beşdar bibin, lewra nûnerên Encûmenê di Hevpeymaniyê de wê civateke taybet lidar bixin da ku helwestê ji piştgiriya berbijarekî werbigrin û herwiha nêrîna xwe jî li ser hikûmetê darijînin. +Bengo ji Rûdawê re da zanîn ku civata biryar bû 27ê vê mehê ji bo destnîşankirina serokê nû yê hikûmetê bê lidarxistin bi sedema gelek destêwerdanan hat paşxistin ji lewra sibeha roja duşemê civînên desteya siyasî destpê kirin da ku biryara nû yê civînê ku tê çaverêkirin piştî derdora du heftiyan bê destnîşankirin. +Derbarê pişka ENKSê di hikûmeta nû de, Bengo diyar kir ku ev yek li ser encamên danûstandinan ligel pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî dimîne û aşkere kir ku ew guftûgoyan ligel hin pêkhateyan ji bo avakirina hevbendiyan dikin, lê heta niha ne hatiye xuykirin ka bê çi ENKSê re û çi ji hevbendên wê re derdikeve. +Bengo da zanîn ku ew weke nûnerên ENKSê di Hevpeymaniyê de wê daxwazên xwe pêşkêş bikin û wezareta ku dixwazin jî wê destnîşan bikin, lê di dawî de, pişka kurdan wê di navbera aliyan de be û dema ku ev yek hat yekalîkirin emê ji serkirdayetiya ENKSê bixwazin ku nûnerên xwe yên pispor ji bo tevlîbûna hikûmeta demkî destnîşan bikin. +Bengo aşkera kir ku civata Desteya siyasî ku sibeha roja duşemê destpê kiriye û tê çaverêkirin ku heta roja sêşemê jî dirêj bike dê berwara civata Desteya Giştî destnîşan bike û di wê civatê de wê serokê hikûmeta nû were raspartin û wê mohletek ji 15 rojan li pêşiya kesê raspartî hebe da ku kabîneya xwe amade bike û ji bo wergirtina baweriyê pêşkêşî desteyê bike. +Hikûmeta Demkî ya berê ku bi serokatiya Ehmed Tohma bû û ji bal Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê ve hatibû jikarxistin wezîrekî kurd, ku wezîrî diravî û aboriyê Ibrahîm Mîro bû cihê xwe di nav de digrt û heta niha ne diyare ka wê heman wezaret di destê kurdan de bimîne yan na. +Hewlêr (Rûdaw)- Ev tiştê mayî ji Bazara şînkayî û Meywe ya kempa domîzê ne… Bala firoşkarên vê bazarê ser şinkayiya ku ji dest wa çû ye. Polîsan dawî li bazar anîn ve û firoşkar jî doza çarseriyekê bo xwe dikin + + +Ev bazar hejmareke ji malên penaberê rojavayê kurdistanê ser dahatûya wê rojên xwe derbas dikirin û ew niha dîsa vegeriyan bê kar û tu rêkên din bo wan nînin ku karê xwe bi rêve bibin + +Şaredariya Feydiyê dibêje ku ev bazar dervî sînorê kempa domîz e û bi rengekî ne yasayî hatiye vekirin. Serokê şardariyê dibêje ewê alîkar be bi firoşkaran da bazara xwe ji nû ve vekin bi rengekî yasayî + +Kempa domîzê ser bi hezar donimî ye lê dikanên penaberan li derveyî wê hatine vekirin + +Muelim: Sûriyê amade ye li dijî terorîzmê li deverê alîkar be +Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muellim tekez dike ku welatê wî amadeye li gel aliyên navçeyê alîkar be, ji bo şerê li dijî terorîzimê, di çarçoveya biryara 2170 a Netewên yekgirtî de. +Muellim di konferanseke rojnamevanî de li Şama paytexta Sûriyê ragihand, ku hewlên ji bo şer li dijî terorê hene, lê divê ku ew pirose bi alîkarî û hevrêziya li gel Hikumeta Suriyê pêk were, ger nebe ewê wek destdirêjî bê hesibandin. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê komeke çekdaran gule ser gel barandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, komek çekdaran bi otomobîleke opel ku bê hejmar bû, li taxa Nesr bi awayekî seranser gule reşandine ser gelê kolanê. Li gorî agahiyan di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. +Birêveberê Polîsê Nahiye û deverên derdora Kerkûkê Serhed Qadir, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, polîs û hêzên asayîşê di demeke pir kurt de gihîştine cihê bûyerê û wiha dom kir, ";Bo tesbîtkirina otomobîlê lêkolîn dest pê kiriye û termê kuştî jî rakirine tiba edlî û birîndar jî rakirine nexweşxaneyan";. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Wezirê Derve ye Îranê Muhammed Cevad Zerîf, dê sibe bê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. + +Cihgire Berpirsiyare Ragihandina Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Tahir ji Rûdawê re got, Wezîrê Derve yê Îranê dê sibe were Hewlêrê. + +Tahir diyar kir ku ew dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinê pêk bîne. +Wezîr Zerîf, duhî li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û hin rayedarên şîe yên iraqî hevdîtin pêk anîbû. + +Serdana Zerîf piştî ku rêxistina DAIŞê Mûsil bi dest xistî heta niha, cara yekemîn e ji aliye Îranê ve serdanek fermî çêdibe. + +Di hevdîtina sibe de mijarên; êrîşên DAIŞê û avakirina hikûmeta Iraqê ya nû dê bên gotûbêjkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende dê îro serdana Herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtin bike. + +Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende ku roja 24ê Tebaxa 2014an serdana Bexdayê kiribû, bi rayedarên iraqî re civiya. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, Borge Brende piştî serdana Bexdayê çûye Tirkiyeyê û dê ji wir re jî serdana Hewlêrê bike. + +Brende dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistatnê bi taybet rewşa koçberên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê neçar man cîh û warê xwe berdin, gotûbêj bike. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin. Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende jî hatiye Hewlêrê. + +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ku duh çûbû Bexdayê, îro serdana Herêma Kurdistanê kir. + +Zerîf li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, alîkarê serokwezîr Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin. + +Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser serdana Zerîf ji Rûdawê re got, wezîrê derve yê Îranê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike. + +Felah Mistefa zanîn, Zerîf her wiha dê li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re jî rûnê. + +Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Nerveçê Borge Brende jî gihîştiye Hewlêrê. + +Li ser serdana Brende jî Felah Mistefa got, wezîrê derve yê Norveçê dê serdana kampên koçber û penaberan ên li Herêma Kurdistanê bike her wiha dê rayedarên Hewlêrê re jî bicive. + +Amed (Rûdaw) – Li navçeya Kayapinarê ya Amedê,polîsek dema diçû mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. + +Li gorî agahiyan, polîsê bi navê Osman Bal (42) ku li navçeya Sûrê ya Amedê erka xwe dikir, duh bi şev piştî ku bi hevalên xwe re li lîstika tîmên Fenerbahçe û Galatasarayê temaşe kirin, vegeriya mala xwe. + +Lê Osman Bal di rê de rastî êrişa çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji des da. + +Polîsê ku hat kuştin li bajarê Maraşê ji dayîk bibû û bavê sê zarokan bû, 11 sal bûn li Amedê polîstî dikir. + +intro .. +Li van cade û kolanên bajarê Aleyê, ku bajarekî serek e yê durziyan e li Libnanê, xelk bi hevxemî rewşa kêmîneyên Iraqê, dişopînin. +Durzî jî,li Libnan û herêmê kêmîne ne, lewre dibe ku baştirîn kes bin ku dikarin derdên kêmîneyên Iraqê, parve bikin. +Li vir xelk wê yekê tînin ziman; Ku DAIŞê mîna şûrekî li ser gerdena hemî kêmîneyan e. +Durziyên vê derê, bi şêweyekî tund, êrîşên DAIŞê li dijî kurdên êzdî û kiristiyanan, şermezar dikin, û dibêjin ku dilê wan li gel kurdan e. +Pêwendiyên kurd û durziyan kevn in. Dêmek rêberê durziyên Libnanê Welîd Cumblat, gelek caran aniye ziman ku bingeha malbata wan kurd e. +Her wiha bavê wî Kemal Cumblat jî, ku jê re dibêjin hosta, ku hatibû terorkirin, serdana Mela Mistefa Barzanî kiribû, û li gel wî rûniştibû. +DAIŞê nêzî mehekê beriya niha, berî ku vekişe, bajarekî libnanî kontrol kiribû, vê jî gefeke rasterast anîbû ser jiyana kêmîne û xelkên din ên vî welatî. +Li yek ji mezintirîn bajarê durziyan li Libnanê, bajarê Aleyê. Xelkên bajêr piştgiriya xwe ji êzdî, kiristiyan, kêmîneyên din ên Iraqê, û kurdan re, didin diyarkirin. Nemaze di vê rewşa niha de. +…. … … … … +Axêver: +¤WA0 4840 4848 +1. Edhem Hekîm, welatiyekî duzrî libnanî : +Bêguman ne hew em tenê, hemî xelk li welatên erebî hevxem in bi wan re. Çunke kêmîne ne, û kêmîne îro li wî welatî din bin gefê de ne. +Em ji wan re, dibêjin ku xaka xwe bernedin, bila yên biyanî ku hatine, derbikevin. +Çi alîkarî pêwîst be, em amade ne. Çi kesê ku dilsoziyê nîşanî wan bide, divê alîkariyê bike, ne tenê bi devan bibêje em bi wan re, ne. +2. Renda,¤WA2 4848 4784 welatiyeke durzî libnanî : +Bêguman ev rewşa heyî nayê qebûlkirin. Helbet divê sînorek jê re bê dayîn û zêde nebe. Xwedê bi kurdan û hemî miletên weku wan re be, û alîkariya wan bike. +3. ¤WA4 4848 durzî libnanî - Nexwest navê xwe bibêje : +Em hevderdên hemî kêmîneyan in, çi êzdî, çi kurd, çi jî kêmîneyên din li deverne din li welatên erebî. Hemî di bin gefa vê komê de ne. Ew pir ji Qurana pîroz û ola islamê ya şerîf, dûr in. +Em bi hêvî ne, ku ev koma han li dîn û îmanê xwe vegere. Di dîrokê de, kesekî weku wan nekiriye. Ne muxol, ne teter, ne jî xeynî wan. +4. Ziyad Xedac¤WA5 4824 ¤WA6 4848 welatiyekî durzî libnanî : +Ev pêwnedî zor kevn in. Dibe ku ne li ser wextê me be. Lê li gor ku em dizanin pêwendîne bihêz in. Em li gel kurdan û her kesê ku rastî sitemkariyê tê. Em hêviya aramiyê ji wan re, dixwazin. Pêwîst e dewletên mezin çareseriyê bibînin. Çunke ew fermandarên vê cîhanê ne. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna digel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ragihand, Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê çek û alîkarî ji Kurdistanê re şand. Barzanî her wiha ew îdiayên ku dibêjin bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê jî bi derew derxist. +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, îro ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê. Zerîf bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. +Piştî civînê Barzanî û Zerîf derketin pêşberî rojnamevanan û li ser naveroka civînê daxuyanî dan. +Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku DAIŞ ne tenê dujminên gelên Iraqê ye dujminê gelên Rojhilata Navîn e lewma Îranê dê di şerê DAIŞê de pişta gelên Iraqê bigire. +Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku ew hêvîdar in nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û got, her cure rêkeftina ku di navbera her du aliyan de çêbibe emê piştgirî bikin. +Piştî Zerîf, Barzanî axivî û ragihand, Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê de çek û alîkarî da Herêma Kurdistanê. +Barzanî her wiha got, ji bo me şerefek mezin e ku DAIŞ li ser xaka Kurdistanê ji nav here. +Li ser îdia û nûçeyên ku dibêjin, bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê û 200 pêşmerge jî dîl ketine destê çekdarên DAIŞê, Barzanî got, ew nûçe û îdia hemû derew in. Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye. + +Dihok (Rûdaw) – Kurdên êzîdî yên ji komkujiya DAIŞê rizgar bûne, niha jî ketine derdê wan jin û keçên xwe yên ku ji aliyê çekdaran ve hatine revandin. Ew dibêjin: ";Jin namûs û şeref e ji ber wê jî heta keç û jinên me neyên berdan em ti carî asûde nabin."; + +Li gorî agahî û amaraên ku hatine belavkirin tê gotin herî kêm 500 jin û çekên êzîdî yên devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin. + +Li gorî ku hinek ji wan bi awayekî veşartî ji Rûdawê re gotine, çekdarên DAIŞê bi şerefa wan dilîzin û dest davêjin wan… + +Yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bi bihîstina van tiştan hemû xem û derdên xwe jibîr kirine û tenê dibêjin, bila şere û namûsa di destê DAIŞê de nemîne me çi nevêt… + +penaberên şingal yê ku ji ber êrîşa daş ber bi rojavayê kurdistnê koçber bûbûm daxwaz ji komsyona bilin a penabera ya ser bi netewin yekbûî ku wan ji rojhilata navîn derbixên +her weha beşk mezin ji ciwanên êzîdî tevlî refin ypg dibên ta ku şer li dijî daşê bikên +text +di encama êrîşên çekdarên DAşê de li dijî devera şingalê û gund û bajarokên ku piraniya xelkê wê kurdên êzîdî ne bi hezaran êzîdî koçber bûn û berê xwe dan deverên din +û yê ku berê xwe dan rojavayê kurdistnê li kampa newroz bi cî bûn û ew li ser rewşa xwe di axivên +stby 1--penaber +73 ferman bi ser êzîdiyan hat û di her fermanekê bi hezara hatin kuştin ji ber wê yekê êzîdiyên penaber daxwaz ji netewin yekboy dikin ku rê ji ware were vekirên ta ku ji rojhilata navin derkevin +stby 2--penaber +li ser malper û ropelin enternêtê behsa wê yekê dihate kirin ku ciwanên êzîdî tevlî +refin ypg bûn ta ku şer li dijî daşê bikin û ciwanekî êzîdî vê yekê pişt rast dike +stby 3--penaber +Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê û gundên derdorê kirin, hinek malbatan karîbûn xwe +rizgar bikin û birevin çiyayê şingalê lê gelek keç jin û zilam ketin dest daşê +ڤیتی_( کومبونا پارێزگارێ دھۆک دگەل نوینەرێن بانکێن نیڤدەولەتی) +کاروان عەلی _____ وێنەگر: عەبدالرحمان تاھر +سی جی : +١. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگاری دھۆک +٢. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگاری دھۆک +٣.ئدریس نەبی: بەرێوەبەری کەمپەکانی دھۆک +ئینترۆ +شاندەکی بانکە نێودەوڵەتیەکان سەرەدانی پارێزگای دهۆک دەکەن و لە وێ بابەت ئابووریەکان وتووێژ دەکەن، بەوەی کە وەک بەڕێوەبەری کەمپەکانی دهۆک دەڵێت گشت یەکە کارگێڕیەکانی ئەو پارێزگایە پێویستیان بە بوودجەی زیاترە، بەڵام پارێزگاری دهۆک دەڵێت ئەگەر پێوسیتیان بە وەرگرتنی پارە بێت لە بانکە نێودەوڵەتیەکان ئەو بانکانە بۆ ئەو مەبەستە تەنها لە گەڵ حکومەتی عێراق مامەڵە دەکەن، هەڵوێستی حکومەتی عێراقیش بە هەڵوێستەکی نا ڕوون دەزانێت. +تێکست +روژ بو روژێ خەرجێن باشورێ کوردستانێ زێدەترێ لێدھێن دبەرمبەردا حکومەتا عیراقێ وەکو پێویست خوە نادەتە ل بەرڤان خەرجیا دسەردانا شاندەکێ بانکەکانیڤدەولەتی بو پارێزگەھا دھۆک گەنگەشەل سەر بابەتێن ئابوری کر.... +١. فەرھاد ئەتروشی :پارێزگارێ دھۆکێ +پارێزگارێ دھۆکێ ئاماژە بوێ چەندێ کر ئەگەر ئەو پێدڤی وەرگرتنا پارابن ژ بانکێن نیڤدەولەتی ئەو بانگ سەردەرێ دگەل حکومەتا ھەرێما کوردستانێ ناکەن بتنێ حکومەتا عیراقێ و ھەلویستێ حکومەتا عیراقێ ژی یێ زەلال نینە خزمەتکرنا ئاوارەیان.. +٢.فەرھاد ئەتروشی :پارێزگارێ دھۆکێ. +ھەمی یەکەێن کارگێری نوکە پێدڤی ب بودجەنە رێڤەبەرێ کەمپێن پارێزگەھا دھۆکێ ئاماژە بوێ یەکێ کریە دڤێت رێکخراوێن نیڤدەولەتی زێدەتر خوەل رەوشا دھۆکێ بکەنە خودا. +٣.ئدریس نەبی: رێڤەبەرێ کەمپێن دھۆکی +کار و بازار ژیانا روژانەیا خوجھێن پارێزگەھا دھۆکێ و دگەل رەوشا ئاواراین ژ ستورێن گرنگێن پارێزگارێ دھۆکێ بون دکومبونێ دا. + +٢٦ ساڵ بەسەر ئەنفالی گوندەکانی دهۆک تێدەپەڕێت +26 سال بەر لە ئێستا لە چوارچێوەی شاڵاوی ئەنفال و لەسەر دەستی رژێمی پێشووی عێراق قۆناخی هەشتەمی ئەنفال دەستیپێکرد، ئەو قۆناخە لە ٢٥ ئاب دەستیپێکرد ، لەو رۆژەدا سوپای عێراق بە هاوکاری فڕۆکە ئاسمانییەکان بە بۆمبی کیمیایی هێرشی کردە سەر گوندەکانی ژێر دەسەڵاتی پێشمەرگە و زۆربەی گوندەکانی سنوری پارێزگای دهۆک و نەینەوای خاپورکرد ، هەروەها بە هەزرانا هاونیشتمانی بێ سەروشوێنکران. +رزگاربووانی ئەو شاڵاوەی رژێمی بەعسی عێراق دەلێن تا ئەمڕۆش ئامادەین بەرگری لە خاکی کوردستان بکەین دژی هەر هێرشێک کە بکرێتە سەری. + +بهرى 26 سالان دچوارچوڤێ هێرشێن ئهنفالاندا، ل رۆژا 25ى تهباخا 1988 قوناغا ههشتێ یا ئهنفالێ دهستپێكر، دڤێ رۆژێ دا سۆپایێ عیراقێ و دویڤهلانكێن وان ب هاریكاریا فرۆكه و بۆمبێن كیمیایى هێرش كرنه سهر گوندێن دبن دهستهلاتا پێشمهرگهى، دئهنجامێ ڤێ هێرشێدا سهرجهم گوندێن كوردستانێ ل سنوورێ پارێزگههێن دهۆك و نهینهوا هاتنه خرابكرن و ب هزاران كهس هاتنه بێ سهروشوین كرن. +ژنێن پاشمایین ئهنفالان بهرههڤیا دیار دكهن كو ههردهم بهرههڤن بهرگریێ ژ ئاخا كوردستانێ بكهن. +*** + ئهنفالێن سالا 1988 كو ب ههشت قوناغان دهستپێكر دژى خهلكێ كوردستانێ، و تێدا 182 هزار كهس هاتنه بێ سهروشوین كرن. +پاشمایێن ئهنفالان كو ههڤژین و كورێن خۆ ژ دهستداینه لێ دبهرههڤن نوكه وهك پێشمهرگهك بهرگریێ ژ خهلكێ شنگال بكهن. +حوسنا +قورتالبوویهكێ كوشتنا ب كۆم ل ئهنفالان دخوازیت ریگری بیته كرن ل كریارێن مینا ئهنفال و جینوسایدا. +خهلات +هندهك پاشمایێن ئهنفالان رویدانێن شنگالێ وهك ئهنفالان میناك دكهن لێ جوداهى ئهوه وى دهمى جیهان یا بێ دهنگ بوو، نوكه گهلێ كورد قهوارهك ههیه و سازیێن راگههاندنێ ههنه كو دهنگێ وان بگههینن. +شرین +ئىڤ ساله چالاكیێن یادا ئهنفالان هاتنه راگرتن ژبهر رویدانین شنگالێ +عهلى +ئهنفالا بادینان كو قوناغا ههشتێ یا ئهنفالان بوو، ل 25/ 8/1988 دهستپێكر و تا 6/9 یا بهردهوم بوو، تێدا سۆپایێ عیراقێ و دویڤهلانكین وان هێرشێن بهرفرهه كرنه سهر گوندان ب پشتهڤانیا فرۆكه و بومبان. + + +پشتەڤانی و چوونا بۆ چەپەرا شەر ژ ئالیێ خانەنشین و کەسێن خوەبەخش کو ژ گەنج و پیران پێک تێن بەردەوامە. +ب دەھان کەسێن خانەشین و گەنج ل دھۆکێ ئامادەبوونا خوە دیارکرن ژ بۆ ھەر کارەکی کو ژ وان وەرە خوەستن، ژ بۆ ئەو ژی بکاربن بەرەڤانیێ ل ئاخا کوردستانێ بکن. +جیگرێ سەرۆکێ پەرلەمانا کوردستانێ جەفەر ئیبراھیم دبێژە، ھاتنا خەلکێ و ئامادەبوونا وان ژ بۆ بەرەڤانیێ مۆرالا پێشمەرگەیان بلند دکە. + +تێكست: +بشتهڤانیا هێزێن پێشمهرگه ل بهروكێن شهرى بهردهوامه، نهبتنێ ژلاێ گهنجانڤه بهلكو یێن خانهنشین و دانعهمرژى دئامادهنه بو ههر كارهكى بێ بهخشن. +دانعهمرهت¤WA0 4800 +ب دههان كهس ژ خوبهخش و خانهنشین و بابێن پێشمهرگههان ژ دهڤهرا بهرواریا ئامادىا خو بو بهروكێن شهرى دهربرى. +عادل بهروارى¤WA1 4800 +مهكتهبا سیاسى یا پارتى خوشحاله و ببشتهڤانیا بهردهواما تهخ و جینێن جودا بو پێشمهرگه ئهو پتر بشتگهرمیا ددهنه وان. +جهعفهر ئیبراهیم¤WA2 4856 4928 +تانوك ل سهرجهم میحهوهرێن سنورێ پارێزگهها دهوكى ب دههان خوبهخش و خانهنشینا پهیوهندى ب بهرپرسێن میحهوهران كرینه كو بچنه بهروكێن شهرى. + + +VT-20082014-Mamoste Kurdi Tayin-Merdin-Amed-Box +Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê ev 3 sal in ji bo perwerdehiya zimane zikmakî xwendevanan distîne û wan perwerde dike. Lê heta niha ti mamosteyên kurdî ku ji beşên zimanê kurdî derçûne ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve nehatine tayînkirin. Ji ber vê yekê mamosteyên kurdî ji bo ku di dibistanan de wekî kadro werin bicihkirin li ber deriyê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê û dest bi grêva birçîbûnê kirin.¤WA0 4864 +Axaftin: Bêrîvan Saruhan-Mamosteya Kurdî:¤WA1 4864 +"Heta ku kontenjanên me yên mamostetiyê diyar nebin em ê wekî mamosteyên kurdî bikevin girêva birçîbûne. Ji bo statûya damendî û saziya dewletê roj berî roj divê ku kadroya mamosteyên kurdî bê dayîn." +Mamosteyên kurdî diyar kirin ku zimanê kurdî di bin bandora asîmîlasyonê de roj bi roj dihele. Ji ber vê yekê ew dixwazin di dibistanan de dest bi kar bikin û dersên kurdî bidin. +¤WA2 4880 +Soundby:Mehmet Emîn Cirik-Manosteyê Kurdî:¤WA3 4864 +"Tayînkirina mamosteyên kurdî ji bo avêtina hin gavên baştirîn û avakirina bingeha perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurd û Kurdistanê pir pêwîst e. Dive ku bicihkirina mamosteyên kurdî bigihije heta perwerdehiya zimanê zikmakî." +Hin Mamoste jî henin ku her çiqas ji beşên tirkî derçûbûn jî ew mamostetiya tirkî nakin, dixwazin mamostetiya kurdî bikin. +Soundby:¤WA4 4832 Elî Akkoyun-Mamosteyê Kurdî:¤WA5 4864 +"Em mamosteyên kurdî ne. Em hen in. Em mamostetiya kurdî li ser her tiştî dibînin. Hin hevalên me henin ku beşên wekî hiqûk, bijişkî û mamostetî xilaskirine bes ji bo zimanê zikmakî bigihije mafê xwe dev ji kar û barên xwe berdane û hatine li vê derê mexdûr bûne. Ji ber ku dewlet sozên ku daye neaniye cih. Armanca me ya sereke ewe ku dersên kurdî ji aliyê mamosteyên kurdî ve bê dayîn." +Çavê 1700 mamosteyên kurdî ku ji beşên Wêje û Zimanê Kurdî derçûne li biryara wezareta perwerdehiyê ne. +Natural Voice +Stand Up + + +Enqere (Rûdaw) - Êzidiyek ku ji zilma DAIŞê revî bû û gihîştibû Tirkiyeyê ji ber tîbûn û westîbûnê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, ji ber heman sedeman nêzîkî 20 kesan jî rakirine nexweşxaneyan. +Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, Êzidiyê 60 salî ku ji xetera komkujiya Dewleta Îslamiyê (DAIŞ) revî bû û ji sînorê Roboskî derbasî Tirkiyeyê bûbû, ji ber tîbûn û westîbûneke jiyana xwe ji dest da. Termê êzidiyê ku navê wî nehate hînbûn rakirin nexweşxaneya Qilebana Şirnexê. +Hate ragihandin, ji ber heman sedeman 20 kes rakirine nexweşxaneyan û kesekî 60 salî jî qeyrana dil derbas kiriye û rewşa tenduristiya wî giran e. Her wiha tê ragihandin ku, gelek kes jî di rêya çiyayê de ketine xwarê, lingên wan şikestine û rakirine nexweşxaneyan. + + +Amed (Rûdaw)- Komeleya 78an a Şaxê Amedê ya Tirkiyeyê, li hemberî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), ji Çîn, Îran, Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şand. + +Serokê Komelê Ahmet Andiç li ber deriye postexana Amedê daxuyani da û derheqê DAIŞ de navê ";rêxistinek terorîst"; bi kar anî. + +Andinç ragihand, di êrîşên DAIŞê yên ku li ser Herêma Kurdistanê de dewletên rojhilata navin piştgiriya wan dikin û got, ";Ev dewlet hem aliyê siyasî de hem jî aliyê aborî de alîkariya DAIŞê dikin."; + +Andiç anî ziman DAIŞ bo cîhane metirsiyek mezin e û biryara NYê ya 15 Tebaxê ";Dewletên piştgiriya DAIŞê dikin dê bê eşkere kirin û dê bên ceza kirin"; bir xist û got, ";Em banga NYê dikin bila zû biryara xwe bîne cih."; + +Serokê Komelê piştî daxuyaniyê de ji nûnergehên Çîn, Îran, Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şand, ber ku hemberî êrîşên DAIŞê hewl bidin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di şerê Cezhayê de 23 şervanên wan şehîd bûne. + +Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, di civînek rojnamevanî de li bajarê Rimêlan ragihand ku li şerê navbera wan û DAIŞê li gundê Cezha yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve 23 şervana jiyana xwe ji dest dane. + +Xelîl got, di beramber de bi sedan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de 3 fermandar hebûn. + +Xelîl anî ziman ku DAIŞê li Cezhayê şer dike da ku hewl bide rêya navbera wê û Şingalê qut bike û got ku ewê li Cezhayê şer bidomînin heta DAIŞê jê derxin. + +Ev zêdetirî hefteyekê ye şer navbera YPGê û DAIŞê li gundê Cezhayê didome. +Hewlêr (Rûdaw)- Rêvebiriya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê 14 kîlo madeya hişber desteser kir û 12 kesên madeyê bikar tînin jî girtin. +Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro tîma dijberî madeyên hişber ya Asayîşa Giştî ya Hewlêrê, li ser sînorê Hewlêr û Soranê 12 kes bi madeyên hişber ve girtin. +Asayîşa Giştî ya Hewlêrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: +";Di vê operasyonê de zêdetirî 14 kîlo madeya hişber (heşîş), 180 gram eroîn, 145 gram tilyak û gelek hebên hişber hatin desteserkirin."; +Herwiha hat ragihandin ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e. + + +ev awareyên ko gihatine parêzgeha duhokê piştî roj û şevên pirçî û tî û li gel tirsa êrîşên çekdarên daiş ev yek bandora xwe digre ser derûneya awareyên kurdê êzîdî +Nav awareyên gelek kes têne dîtin ko çavê wan nema xewê dibîne û bi taybet zarok ko ew bi rewşên tirsnak ji mezinan hestiyar tiring +Li gorî derûnasê cîhanî ibaraham maslo dema pêdiviyên mirov ji xwarin vexwarin û meskenê tê dabînkirin weke pêdiviyên sereke ji her mirovî re û îmnahî ko ew di pila dûyemîne de tê û ev her dû li gel himbêzkirina xelkên deverê ji kurdên êzîdî re dike ko rewşa wan ya derûnî ne bi wî rengê ko metirsî li ser hebe li gorî nûjdarên derûnî ko ew dibêjin ko hin nexweşiyên derûnî nav awareyan derketine carna pêwistî dermankirinekê ser demekê dirêjin +Ji 360 hezar kurdê êzîdî li çiyayê şengalê niha tenl 500 xêzan hene û yên mayî awarebûne an girtîne ji aliyê şekdarên daiş + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî çavkaniyen Filistînê, bi alîkariya Misrê agirbestiya di navbera Hamas û Îsraîlê de dê işev dest pê bike. + +Rayedareke bilind ê Hamasê ragihand ku bi alîkariya Misrê di navbera wan û Îsraîlê de biryara agirbestê hatiye dayin. + +Li gorî nûçeyan li hevkirina agirbestiyê demkî ye. + +Hat diyar kirin, di çarçoveya li hevkirinê de Îsraîl dê ji ber xirabûna wê deverê dorpêçiya Xazayê kêm bike da ku alîkarî biçe. + +Di şerê 7 hefteyê didome de nêzîkî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest da. + +Daxwazên Hamasê yên vekirina balafirgeh û benderê di heyvekê de dê bê giftûgokirin. + +Rayedarê Hamasê da zanîn Misir dê îro daxuyanîyekê bide. + +Îsraîlê jî hêj tu daxuyanî ne dane. + +Wezîrê derve yê welatê Norwej serdana kampa Biherkê ya koçberên Mûsil kir û li gel koçberan axifî, pirsa rewşa wan û daxwazên wan kir. Wezîr her tekez kir û ew bi mebesta alîkariyên mirovî hatiye û dixwaze bizanibe ka pêwîstiya wan bi çi heye. Li ser pirsa rûdawê ya ku digot, gelo wê welatê Norwêc alîkariya leşkerî jî bike, wezîr da zanîn ku ev yek jî di plana wan de heye. +Wezîrê Plandananê yê herêma Kurdistanê ku li gel wezîrê derve yê Norwêcê seredana penaberan kir, amaje bi alîkariyên mirovî û karê rêkxistinên Norwêcî di nava kampên penaberan de bi giştî kir. Her wiha da zanîn ku wê di dema pêş de alîkariyên zêdetir ji welatê Norwêcê bigihin kurdistanê. +Koçberên ku wezîr li gel wan axivî, tekez dikin ku pirsgirêka wan ne av û xwarine, jixwe li gora ew dibêjin hikûmeta herêmê di vê yekê de kêmanî nekiriye. +Li gora zanyariyên li ber destê Rûdawê, Wezîrê derve yê Norwêcê bi tenê seredana kampa Behirkê kir weke nimûneyekê ji rewşa giştî ya penaberan. Dema wan têrê nake ku ew seredana bi hezaran koçberên li başûrê kurdistanê bikin,ku ji ber tûndûtûjiya li deverên xwe reviyane. + + +Enqere (Rûdaw) - Li Navçeya Kulu ku girêdayî bajarê Konya yê Tirkiyeyê ye û hemû niştecihên wê kurd in, dibe warê hilbijardineke balkêş. Ji bo hilbijardinên giştî û herêmî yên Swêdê li Kulu dê sindoqên dengan bên danîn. +Di hilbijardinên 14ê îlonê de welatiyên Swêdê dikarin di nûnertiyên dîplomatîk ên derve de jî dengên xwe bikar bînin. Lê tiştê herî balkêş di nav deverên dengdana derveyî Swêdê de navçeya Konyayê Kulu jî heye. Ji ber ku li Kulu ji 30 hezarê zêdetir welatiyên Swêdê hene. +Roja 28ê tebaxê li navçeya Kulu dê sindoq bêne danîn û welatiyên Swêdê ku li wê derê ne dengên xwe bikar bînin. +Hasan Dolek Serokê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirkiyeyê ya li Swêdê da xuyakirin, ew namzedê Partiya Sosyal Demokrata Swêdê ye û amadekarî dikin ku, welatiyan ji gundan bibin navenda navçeyê bo ku dengê xwe bikarbînin. +Parlementerê Partiya Muhafezekar Sedat Dogru jî, tevî sekreterê giştî yê partiyê Mattias Zackrisson li Kulu dê hevdîtinan bikin. Dogru got ewê li Kulu gund bi gund bigerin û deng bixwazin. +Hemû niştecihên Kulu kurdên ku sedan sal berê ji Kurdistanê hatine koçberkirin pêk tê. Li Anatoliya navîn niştecihên Cihanbeyli ya Konyayê, navend û gelek navçeyên Aksarayê, hin navçeyên Kirşehîrê, navçeyên Haymana û Bala yên Enqereyê jî bi piranî kurd in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî, derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna sazkirina hikûmata nû ya Iraqê de hemfikr in, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bicih bîne. +Civîna navbera şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlementoya Kurdistanê vê êvarê bi dawî hat. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna hikûmeta nu ya Iraqê de xwedî yek fikrê ne, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bîne cih û bi taybet jî aloziya derbarê benda 140 a destûra Iraqê û budçeya Iraqê zelal bike. +Barzanî, hare wiha got, ";Piştevaniyakî baş a navneteweyî li dijî DAIŞê bo Herêma Kurdistanê hebû. Ji ber kû êriş tenê ne bo Herêmê ye, di heman demê de ev êriş li hemû mirovahî hatiye kirin."; +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev 8 meh in hikûmeta Iraqê budce û meaş li ser Herêma Kurdistanê birîne û ji ber vê jî di warê aborî de zehmetiyên mezin kişandine û domand, ";Em bi xwe tenê nikarin debara koçber û penaberan bînin cih. Divê warê de em piştevaniya hê mezin ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin."; +Li ser pirsa rojnamevanek jî Barzanî got, ";Mijare bicihkirina benda 140 ya Destûra Iraqê bo me pir girîng e û ev yek di seriya nakokiyên herêmê de tê."; +Li gorî benda 140 ya Destûra Iraqê, hin deverên Kurdistanê wek deverên nakok hatine nîşandayîn û bi Herêma Kurdistanê ve nehatine girêdan. Li gorî bendê divê di demek kurt de li wan herêman raferandûm bê kirin û ew reş zelal bibe. Lê nêzîki deh salan e ku, pêwîstiyên vê bendê nayên bicihkirin. + +Hewlêr (Rûdaw) - Êzîdiyen xwe ji êrîşên DAIŞê xilas kirin, xwe gihandin parêzgeha Dihokê piştî ku rojan birçî, tî û metirsiyê derbas kirin derûneya hina xirabi. + +Ev awareyan tî ne û berçîbûn kişandî gelek ji wan taybetî zarok şev xew nakeve çavên wan. + +Derûnnas Îbrahim Maslo ragihand ku pêwistiyen mirovan yên sereke wek cihe xwe lê biparezê, xwarin û vexwarine de kêmasî heyî ew bandorê li rewşa wan ya derûniye dike. + +Derûnnas Maslo da zanîn gelek êzîdiyên Çiyayê Şingalê asê mayin û paşe gihiştin parêzgariya Dihoke nexweşiyên derûnî li wan derketinê û divê ew bên tedawî kirin. + +Ji 360 hezar kurdên êzîdî li Çiyayê Şingalê niha tenê 500 kes manê aware bûnê yan jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine girtin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê, demjimêrên êvarê polîsekî hate kuştin. Duh jî polîsekî hatibû kuştin. +Li gorî ajansan, bûyerê demjimêr 21ê êvara îroyê li navçeya Peyasê sîteya Mavikentê rû da. Polîsê bi navê Ali Kiziloglu, li pêş mala xwe ji hêla kesê nasnameya wî nediyar ve hate gulebarankirin. +Sê gule li devêren cûda yên laşê Kiziloglu ketin û di encamê de giran birîndar bû. Polîs bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Peymangeha Bijîşkî ya Dîcleyê, lê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. +Tê ragihandin ku, polîsan bo girtina êrişkarê dest bi operasyonê kirine û pêwendiya her du bûyeran lêkolîn dikin +Li Diyarbekirê şeva borî jî polîsê 42 salî û bavê 2 zarokan Osman Bal, piştî maça Fenebahçe û Galatasarayê li pêş mala xwe rastî êrişeke çekdarî hatibû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû. + + +Silêmanî (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf li bajarê Silêmaniyê serdana Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî kir. + +Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, duh piştî ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir ji Hewlêrê çû Silêmaniyê û li wir serdana Talebanî kir. + +Li gorî medyaya YNKê, di wê serdanê Zerîf û şanda pê re ji vegera Talebanî bo Kurdistanê û başbûna rewşa tenduristiya wî kêfxweşiya xwe nîşan dane. + +Zerîf duh li Hewlêrê di civîna rojnamevaniyê ya bi Barzanî re di bersiva peyamnêrê Rûdawê de gotibû, ezê serdana Talebanî bikim ji ber ku Talebanî him dostekî kevin ê min him jî yê Îranê ye. + +Nêzîkî mehekê ye Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ji Almanyayê vegeriyaye. + +Talebanî salek û nîv bû li bajarê Berlînê diha dermankirin. + + +Dihok (Rûdaw) – Beşek ji kurdên êzîdî yên ku ji ber êriş û komkujiya DAIŞê ji cîh û warê xwe koçber bûne, ji welatên Ewropa û Amerîkayê dixwazin mafê penaberiyê bidin wan… + +Cîh û warê kurdên êzîdî yên Şingalê ketiye destê çekdarên DAIŞê ji ber wê jî koçber bûn. Her çiqas pirraniya wan niha li deverên aram ên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin lê beşek ji wan bawer nakin êdî rewş ber bi başbûnê ve biçe lewma dixwazin berê xwe bidin xerîbiyê… + +Helbet beşa herî mezin ji êzîdiyên Şingalê dibêjin, bila devera Şingalê ji destê DAIŞê were derxistin û ew dîsa vegerin ser warê xwe. + +Dibêjin, bila keç û jinên me yên di destê DAIŞê de rizgar bikin her wiha mafê penaberiyê bidin me… + +Lê li gorî hinek çavdêran, eger deriyê penaberiyê ji êzîdiyên Şingalê re bê vekirin wê demê demografiya wê deverê dê were guhertin û zirarek mezin bibîne… + +Ormiye (Rûdaw) – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya telaqdana jinan li gorî par %40 zêde bûye: Rojê 15 jin û mêr ji hev cuda dibin. + +Li gorî amar û agahiyên Navenda Tomarkirina Zewac û Telqaê ya Ormiyê, her ku diçe rêjeya telaqdanê li parêzgehê zêdetir dibe. + +Sala 1996an li Îranê tenê 38 hezar telaq hatiye tomarkirin lê ev rêje piştî 10 salan 2.5 caran zêde bûye û gihîştiye 100 hezar telaq. + +Li gorî amarên fermî, di serdema serokomariya Mehmûd Ehmedînejad de ne tenê rêjeya enflasiyonê, bêkariyê, girtinên siyasî li wî welatî zêde bibû lê hêlûna jiyana gellek jin û mêran jî li ber bayê telaqê çûbû. + +Di sala dawî ya serokomariya Ehmedînejad de herî kêm 159 hezar telaq li seranserê Îranê hatibû tomarkirin. + +Berpirsê navenda tomarkirina zewac û telaqê ya Ormiyê ragihandiye tenê di 6 mehên borî de hezar û 849 telaq hatiye tomarkirin ku ev jî nîşan dide rêjeya telaqê li gorî par %40 zêde bûye. + +Wî rayedarê parêzgehê gotiye ku rêjeya telaqê li gundên Ormiyê kêm bûye lê li bajaran her ku diçe zêde dibe. + +Li gorî pisporên civakî û malbatê, sedemên mîna bêkariyê, belengaziyê, nexweşiyên civakî yên mîna bikaranîna madeyên hişber sedemên serekî yên cudabûna jin û mêran in. + +VT-26082014-PartiyenKurdistani-SerokKomar-Pirsakurdi-Amed-BoxÎntro: Hin partiyên bakûrê Kurdistanê ne bawerin ku di warê pêvajoyê aşitiyê û çareserkirina pirsgirêka kurdî de ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin. Li gor hin partiyan, dewlet hebûna kurdan qebûl dike lê mafên wan nade. Li gor hinekan ger kurd bi awayeke yêkgirtî û siyasetekî netewî tevbigerin dikarin ji pêvajoya aşitiyê hin mafên xwe destbixin. + +VT: Recep Tayîp Erdogan ji hilbijartinên serokomariya Tirkiyê serkeftî derket, bû serokomar û siyaseta Tirkiyê ket konaxeke nû. Di vê konaxa nû de gelek aliyên siyasî û civakî yên bakûrê Kurdistanê jî hêviya çarserkirina pirsgirêka kurdî û domkirina pêvajoya aşitiyê dikin. Lê hin partiyên kurdî ne bawerin ku Erdogan pirsa kurdî çareser bike. +Soundby: Sînan Çîftyûrek¤WA0 4864 -Serokê OSP'ê:¤WA1 4824 +'' Di naveroka pêvajoya aşitiyê de dayîna mafê kurdan tine. Dewlet hebûna kurdan qebûl dike lê nasnameya kurdan qebûl nake. Erdogan di pêvajoya aşitiyê de ne zimanê kurdan nas dike ne jî statûyeke siyasî dide kurdan. Bes armanca wî xapandina kurda ye.'' + +Platforma Demokratên Kurd jî da zanîn ku dê pêvajoya aşitiyê û hewldanên Recep Tayîp Erdogan yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî de dom bike. Lê di serî de hewceye ku naverok û nexşereya hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de çêdibin eşkere bibin. +Soundby: Sertaç Bucak¤WA2 4840 -Serokê PDK'ê:¤WA3 4832 +'' Ez nikarim bêjim piştî serokomariya Erdogan dê gûhertinên bingehîn çêbibe. Ji ber ku ji bo gûhertinên bingehîn şert û mercên sîyasî û civakî hewceye. Lê ger Erdogan siyaseta xwe ya berê bimeşîne û kurd jî bikaribin bi awayeke yêkgirtî û siyaseteke kurdewar tevbigerin dikarin ji vê pêvajoyê hin mafên xwe bistînin.'' + +PDK di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de ji îradeya siyasî ya Recep Tayîp Erdogan dixwaze hêvîdar bibe. OSP jî her çiqas fikrên Recep Tayîp Erdogan ji fikrên partiyên wekî MHP'ê û CHP'ê çêtir bibîne jî ew ne hêvîdarin ku Erdogan pirsa kurdî çareser bike. + + +Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çiftyûrek diyar kir, armanca pêvajoya çareseriyê ya ku zêdetirî sal û nîv e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, ";xapandina kurdan e";. + +Serokê Giştî yê OSPê Sînan Çiftyûrek ji Rûdawê re got, armanc ji pêvajoya çareseriyê pejirandina mafên kurdan nîne. + +Sînan Çiftyûrek wiha domand: ";Dewleta hebûna kurdan qebûl dike lê nasnameya kurdî qebûl nake. Erdogan di pêvajoya çareseriyê de ne zimanê kurdan ne jî statûya kurdan qebûl kir. Ji ber wê jî armanca pêvajoyê xapandina kurdan e."; + +Serokê PDKa Bakur Sertaç Bûcak jî ji Rûdawê re got, ew bawe nake Serokomarê nû yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bikaribe ji bo çareserkirina pirsa kurd guhertinên bingehîn bike. + +Sertaç Bûcak anî ziman, ji bo guhertinên bingehîn divê şert û mercên civakî û siyasî bên hazirkirin û got, eger Erdogan siyaseta xwe ya di dema serokwzîriyê de bidomîne wê demê kurd dê bi siyaseteke hevbeş bikarin hinek mafên xwe bidest bînin. + +Li gorî Bûcak, heta kurd nebin yek û daxwaziyên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de dernexin pêş nikarin mafên xwe bidest bixin. + +Encûmena parêzgeha Dihokê piştî ku parêzgar, serokê encûmenê û herdu cîgirên wan hilbijartin, vê carê komîteyên encûmenê destnîşan kirin. +Di nava komîteyên encûmenê de, hemû aliyê siyasî yên ku endamên wan di encûmenê de hene, cî digirin. Endamên wan jî bi hilbijartin hatin diyarkirin. +Ew komîteyên nû wê di heftiya bê de dest bi karên xwe bikin. + + +Rebîa (Rûdaw) – Li devera sînorî ya Rebîayê ya girêdayî bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî çeperên YPGê kirin lê rastî bersiva şervanên YPGê hatin. Di pevçûnan de 6 çekdar hatin kuştin. + +DAIŞ'ê ku ji 19ê Tebaxê ve êrişî bajarokê Cezzayê yê Rojavayê Kurdistanê dikin, vê carê jî li bajarokê Rebîayê êrişî çeperên YPGê kirin. + +Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê ji Rebîayê êrişî çeperên şervanên YPGê kirin lê êriş rastî bersivdayîna YPGê hat û di encama pevçûnên dijwar de 6 kes ji DAIŞ'e hatin kuştin ji ber wê jî yên din paşde reviyan. + +Piştî şikandinê, çekdarên DAIŞê hewl dan bi wesayîtekê cenazeyên kuştiyên xwe veguhezînin lê şervanên YPGê, wesayît bi rûkêtan hedef girtin û wesayît şewitandin. + +Hat zanîn ku 4 çete di wesayîtê de bûn. Tê texmînkirin ku ew jî hatibin kuştin. + +Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê parlementerên Partiya Komarê ya Gel (CHP), dan xuyakirin ku di bûyera bendava Alkumrû de ne tenê 6 kesan, 30 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Şanda CHPê ku ji Veli Agbaba cîgirê serokê CHPê, parlementer Ozgur Ozel, Nurettin Demir û Muharem Işik pêkhatî, karesata bendava Alkumrû ya ser çemê Botanê di cih de lêkolîn kirin. Şanda CHPê dîtinên xwe wek raporek aşkera kirin. +Rapor îro li Enqerê bi civîneke çapemenî hate ragihandin. Tê aşkere kirin ku, 4ê îlona 2011ê jî bê agahdarî devokên bendavê hatine vekirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Di raporê de tê aşkerakirin ku li gorî gelê herêmê, di karesata dawî ya bendavê de 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û destnîşankirin ku, ji bûyerên berê ders nehatiye girtin. +Ozgur Ozelê Parlementerê CHPê yê bajarê Manisayê, daxuyanî da Rûdawê û rexne li Veysel Eroglu Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan kirk ku wezîr gotiye, 100 metre nêzîkî warê seyranê sîrenên agahdariyê hebûn lê ev yek rast derneketiye û domand: +";Em çûn me cîhazên sîrenê vekirin lê di 600 metre dûr de bi zorê dengê wan dihat. Lê cihê seyranê ku bûyerê rû daye 3 hezar û 500 metre dûrê sîrenê ye. Dema em çûn cihê bûyerê bi tu awayê dengê sîrenê nedihat. Li gel me 15 kes hebûn û tu kesî deng nebihîst. Emê van agahiyan ji dozgerê lêpirsînê re jî bişînin. Dema doz bê vekirin emê herin Sêrtê û doze bişopînin."; +Roja 24ê tebaxê devokên bendava Alkumrû ku li ser çemê Botanê ye hatibûn vekirin. Kesên bo seyranê çûbûn qeraxê çemê Botanê ketibûn lehiyê. Hatibû ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. +Her wiha, Odeya Endazyarên Avahiyê jî (IMO) ya Tirkiyeyê jî di heqê bûyerê de raporek amade kir. Li gorî raporê, welatiyên ku bi armanca hênikbûnê çûne çemê Botanê nehatine hîşyarkirin, tenê lewhayên sabît danîne, bergirî nebûn û ev hemû jî bûne sedemê komkujiyê. + +Wan (Rûdaw)- Berdevkê Kordînasyona Alîkariya Rojava-Şengal ê Wanê Cevdet Altindag, ragihand ku karmend û karsaziyên Wanê hewldana ku bo taştêya Wanê bikeve Pirtûka Rêkorên Guinnessê dane, ji bo êzîdiyên Şingalê nîşan nedane. +Bo êzîdiyên ji ber êrîşên DAIŞê reviyan, ev 3 hefteyên li Wanê alîkariyên mirovahî tên kom kirin. +Îro jî 2 kamyon tiştên bo alîkariye hatin komkirin ji Wanê rê ketin. +Hêj kamyon rê ne keti Berdevkê Kordînasyonê Cevdat Altindag, daxuyanike da û Odeya Bezirganiyê ya Wanê (Wan TSO), Borsaya Bezirganiyê ya Wanê (VATBO) û Odeya Esnaf û Sinetkaran ya Wanê (VESOB), ji ber bêdengiya wan ya alîkariyê, ew tawanbar kirin. +Altindag pirsî, ";Kanî ew saziyen beriya 3 heyva gel bo taştê rakirin ser piyan­?"; +Li Wanê ji ber ceribandina rekora taşteyê 2yê hezîrana îsal di Kelha Wanê de 51 hezar û 793 kes hatibûn ba hev. +Rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara herî balkêş li cem xelkên hindir û derveyê Kurdistanê, pirsa ku tê kirin, gelo xelk pêdiviyên xwe yên rojana çawa bi dest dixin? + +Koçkirina xelkê ber bi welatên cihanê ve, û dorpêça li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û bihabûna tiştan û daketina nirxê lîreya Sûrî, barê jiyana rojane ya xelkê li Rojava gelekî giran kiriye. +Lê li bajarê Qamişlo, ku wek paytexta Rojavayê Kurdistan tê naskirin welatî dixwazin jiyana xwe bi rengekî normal berdewam bikin û bi axa xwe ve girêdayî bimînin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Ali Adiyaman peyamnêrê ajansa Îlke Haberê (ÎLKHA) ya ku li herêma Amedê weşanê dike iro li gunde Erkenciler ya Farqînê hat revandin. + +Birayê Ali yê ku heman ajansê peyamnêriyê dike got, ";Birayê min îro dorê saet 12.00an ji aliyê 4 çekdarên PKK ve hat revandin."; û wiha axitina xwe domand: +";Îro sibê dayika min, bavê min û 2 xwişkê min çûn serdana destgirtiya birayê min Ali. Dorê saet 12.00an jî diçen mala me ya kevin ya li gundê Erkencilerê ya Ferqîne. Di heman demê de 4 çekdarên PKKyê yên bi çek tên pêşiya wan û nasnameya wan dixwazin. Bavê min ji çekdaran re dibêji Ali ajokerê me ye. Lê belê disa nasnameyê dixwazin û paşê jî ji Ali re dibêjin ‘Te gelek hemberê me nûçe çêkirine’ û wî gel xwe dibin. Malbata min jî paşê rewşe ji cendermeyan re dibêje"; + +Îlke Haber ajanseke alîgire Huda-Parê ye. + +Rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara herî balkêş li cem xelkên hindir û derveyî Kurdistanê, pirsa ku têkirin, gelo xelk pêdiviyên xwe yên rojana çawa bi dest dixin.? +Koçkirina xelkê ber bi welatên cihanê ve, û dorpêça li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û buhabûna tiştan û daketina nirxê lîreya Sûrî, barê jiyana rojane ya xelkê li Rojava gelekî giran kir ye. +Lê li bajarê Qamişlo, ku wek paytexta Rojavayê Kurdistan tê naskirin welatî dixwazin jiyana xwe bi rengekî normal berdewam bikin û bi axa xwe ve girêdayî bimînin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Efrînê bi pêkhatiyên xwe dewlemend û rengîn e, ku Êzidî, Elewî û sunî bê cudahî bi hev re dijîn, lewre gelek gund hene ku ji Êzdî û Suniyan pêk tê, wek gundên Sînka, Qestelê, Eleqîno,qîbarê,tirundê, Birc Ebdalo, Birc Heyderê, Îska, Şadêrê, Basûfanê, Kîmarê, Feqîra, qijûma, aşka, Bafelonê, Çûlaqa,Xezawiyê û Keferzîtê. +Li gorî pirtûka Dr. Mihemed Ebdo, nêzîkî 15 hezar kurdên Êzdî li Herêma Efrînê di salên nodî de hebûn, lê niha ew hejmar bêtir bû ye û bêtirî 11 gorên wan jî hene, wek mezara Şêx Berekat, Melek Adî, Çêl xane, Pîr Cafer û Parse xatûnê. +Ji ber êrîşa ku Artêşa azad da bû ser Herêma Efrînê demeke berê, du mezarên êzdiyan li qestelê yên bi navê Mezara parse Xatûn û Şêx Hemîd hatibûn xerabkirin, niha jî gelek ji gundiyên Qestelê koçberî Ewrupayê bûne ji ber metirsiya talankirina gundên wan. +Yekemîn dibistana Êzdiyan li Efrînê di sala 1927an de hate vekirin bi destê derwîş axa li gundê Qîbarê ku wê hingê Derwîş axa mamosteyek ji Şingalê bi navê Xidir Efendî anî bû Efrînê û heya sala 1931an berdewam kir. +Ew dibistan jî ola Êzdî bi kurdî fêr dikir û ruxseteke fermî bi vekirina wê dibistanê wergirtibû. +Piştî ku DAIŞê êrîş da ser çiyayê Şengalê bi hezaran ji kurdên Êzdî koçberî rojavayê Kurdistanê bûn, û niha jî li Efrînê xelk alîkariyê ji wan re kom dike. +Li ser nêrîna êzdiyên Efrînê li ser hêrîşa ku bi ser êzdiyan li çiyayê şengalê hatiye, ew dibêj in ku ew li dijî van êrîşan disekin in û bi carekê qebûl nakin û wan ti êrîş nedane ser kesekî heta êrîş li ser wan bê kirin. +Piştî ku Şêxê Êzdiyan li Efrînê Şêx Hesen sala bûrî koça dawî kir, Şêx Mihemed cihê wî girt û bû şêxê Êzdiyan li Efrînê, û niha piropek ji Êzdiyan ji xwe re komeleyk bi navê komeleya Êzdiyan li rojavayê Kurdistanê ragihandine û tê de karên xwe yên olî dikin, û kurdên êzîdî li Efrînê salane şahiyê bi cejna çarşema sor û cejna Xidir Ilyas dikin. +Nimûneya pêkvejiyana hevbeş li Efrînê nimûneyeke biçûk e ji Kurdistanê bi giştî, ku ne Efrîn bi tenê rengîn e, lê Kurdistan tev rengîn e. + +Hewlêr (Rûdaw) – Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got, 'Tirkiye ji ber hilbijartina serokomartî û rehîneyên tirk ên Mûsilê piştgirî neda şerê me yê hember DAIŞê.' +Fûad Husên, îşev beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû got, ew di 2 meha tebaxê, bo piştgiriya leşkerî xwestinê çûye Tirkiyeyê û anî zimên ku, Tirkiyeyê vê xwesteka wî ji ber sedema ku 49 welatiyên wan li Mûsilê di destê DAIŞê de girtîne qebûl nekirine. +Fuad Huseyin wiha pêde çû, ";Tirkiyeyê, daxwaza me ya xwestina piştgiriya leşkerî ji ber hilbijartinên Serokomartî û welatiyên wan ku di destê DAIŞê de ne piştgirî neda. Lê di warê alîkariyên sivîl û civakî de piştgirî da. Em vê yekê fêm dikin û ji ber vê jî tu şikandinekî me hember Tirkiyeyê nîne."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di nava şeş mehên destpêkê yên îsalê de rêjeya tundûtûjiya hemberî jinan gihîşt 3 hezar û 500 bûyeran. Her çiqas di rêjeya kuştin û xwekuştina jinan de kêmbûn hebejî, di warê tundûtûjî de zêdebûn heye. +Rojane 20 bûyerên tundûtûjî +Sala 2011ê li Herêma Kurdistanê bi hejmara 8, qanûnek derbarî tundûtûjiya hemberî jinan hate qebûlkirin û hate tesbîtkirin ku vê yekê hejmara bûyeran kêm kiriye. Li gorî daneyan hin bûyerên wek zewicandina bi darê zorê, berdêl, zewaca zarokan, cûdakirina bi zorê, birîna pêwendiyên civakî, neçarîkirina xebata derve, şûna xwîndariyê dayîn, lêdan û hwd jî zêde bûne. +Li gorî daneyên Birêveberiya Tundiya Hemberî Jinan ku di malpera vê saziyê de hatiye belavkirin, di nava şeş mehên destpêkê yên vê sale de, 3 hezar û 507 bûyerên tundiyê dijî jinan rû dane. Ligorî van daneyan rojane li Herêma Kurdistanê 20 jin bi tundûtûjî re rû bi rû dimîne. +Li gorî daneyan ji şeş mehên sala borî 874 bûyer zêde bûne. + + Li Hewlêrê tundûtûjî zêdetir e ji bajarên dîtir + +Li gorî daneyan, nêzikî nîvê van tundiyan li parêzgeha Hewlêrê rû dane ku ev hejmar hezar û 351 e. şeş mehên sala borî ev hejmar 919 bû. +Li Dihokê jî 822 bûyeran dijî jinan rû dane û şeş mehên sala borî ev hejmar 553 bûn û diyar e 369 bûyer zêde bûne. +Tawanên mezin kêm bûne +Hê berê di bin navê ";parastina rûmeta xwe"; de bûyerên kuştina jinan zêde bû û bi yasaya ";parastina namûsê xwe"; jî, cezaya herî giran 6 mehê zêdetir nebû. +Lê belê, piştî sazkirina Birêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya Hemberî jinê û derxistina yasaya bi hejmara 8 ya sala 2011ê ku kuştina jinan wek ";Bi qestî kuştina mirov"; dadirizîne ku ev yek heta dayîna cezaya sêdarkirinê diçe. +Lê diyar e ku vê yasayê bi temamî destê zilaman ne girtiye. Li gorî daneyan, di vê demê de 25 jin hatine kuştin. Di şeş mehên sala borî de 27 jin hatibûn kuştin. +Her wiha rêjeya xwekuştinê jî li gorî şeş mehên sala borî ji 21 kesan daketiye 13 jinan. +Rêjiya şewitandinê jî wek sala berê 118 ye û rêjiya xweşewitandinê ji 73 daketiye 44’an. +Her wiha li gorî daneyên Bîreveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya Hemberî Jinê, li Silêmanî li şeş mehên îsalê gorî sala borî destdirêjiya hemberî jinê zêde bûye ku ev hejmar sala borî 35 bû îsal bûye 39 û di tevahiya Herêmê de ev hejmar 81 e. +Bûyerên ku li gorî yasaya hejmara 8 wek tundiya hemberî jinê tê hesibandin ev in: +Bi zorê zewicandin +Bi zarok re zewicandin +Berdêlkirin +Şûna xwîndariyê dayîn +Bi darê zorê cûdakirin +Birîna pêwendiya civakî +Mêrê jinê wê bifiroşe û karê pîs pê bide kirin +Sunetkirina keçan +Neçarkirina karkirina zarokan û xwendinê bicih hîştin +Di encamê lêdanê de xwekuştin +Ji hêla biyaniyan ve lêdana zarok û jinan +Zexta psîkolojîk + +Hewlêr (Rûdaw)- PKK kuştina Tello Uçarê ku bi çekan li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê li xwe girt. +Tello Uçar 22yê Tebaxê li taxa Santralê li ber mala xwe rasta êrîşek bi çekan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. +Lêkolînên Polîsan ser mijarê hêj di dome, lê belê ajanseke nêzik PKKê ragihan ku PKKê bûyer li xwe girt. +Di daxuyaniya Fermadariya Navenda Qada HPG wiha hat gotin: +";22yê Tebaxê hêzen gerilayên me kontra ku Telo Uçarê li navenda Tatwanê bi çekan kuştine. Telo Uçar bûye sedem me gelek şehît dane û yek ji wan Şehît Mizgîne (Gurbet Aydin). Ev kontra ajan ji aliyên hêzen me yên herême ve hat kuştin."; +Tello Uçar ji kaptanîtiya keştiye teqawid bûbû + +Hewlêr (Rûdaw)-Artêşa Dewletên Yekbûyî ên Amerîka (DYA), îro li peytexta Herama Kurdistanê Hewlêr û ûnêzîkî bendava Mûsilê 3 êrişên asimanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê li dar xist. +Di daxûyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) de hat ragihandin ku, balafirên şer ên Amerîkayê çeperên DAIŞê yên li derdora bendava Mûsilê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 wesaîtên DAIŞê yên ji cûrê ";Humvee";, hatin jinavbirin. +Di daxuyaniyê hat hat diyar kirin ku binayêk DAIŞê jî hat bomba kirin. +Li gorî CENTCOMê, balafiran piştî êrişê bi awayekî ewlehî ji wir dûr ketin. +CENTCOMê her wiha eşkere kir, ji 8ê Tebaxê heta niha 101 êrişên asimanî li Iraqê hatine pêkanîn. + +Kelar (Rûdaw) – Li nehiyeya Celewlayê ya ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê, di encama teqîna bombeyê de 3 pêşmerge şehîd bûn. +Li Celewlayê êvara îro, nêzîkî pirê Huseyniya Neqşîbendî ku dikeve navbera Celewla û navçeya Kelarê, bombeyek di efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû. Piştî ku du pêşmergeyan xwestin termê efserê rakin bombeyeke dîtir teqiya û di encamê de her du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. +Mihemed Hacî Fayeq, Birêvebirî Giştî yê Polîsê Germiyan ji Rûdawê re got, ";Dimjimêr 4.30ê êvarê, nêzîkî ew pira ku heftiyek berê endamên DAIŞê teqandibûn, bombeyek bi efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû."; +Her wiha Fayeq got, ";Piştî teqînê 2 pêşmerge bo anîna termê çûn lê bombeyeke dîtir jî di wan de teqiya û ew jî şehîd bûn."; + + +Zûmar (Rûdaw) – Bi pêşveçûna hêzên Pêşmerge li deverên Zûmar û Eyinzale yên Mûsilê, çekdarên DAIŞê îro saet 08:30 agir berdan bîrên petrolê yên devera Eyinzale. +Jêderekî ji Eyinzaleyê ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê agir berdane sê bîrên mezin ên Eyinzale ji bo ku astengliyê li hember pêşveçûna hêzên Pêşmerge çêbikin. + +Niha agirê wan bîrên petrolê ji dûr ve tê dîtin. Jibilî ziyana madî gellek zirar jî gihîştiye deverê. + +Wî jêderî her wiha got, ew karê DAIŞê dibe sedema nerazîbûna xelkê bajarê Mûsilê ji ber DAIŞ serwet û çavkaniyên debara wan ji nav dibe. + +Devera Eyinzale girêdayî parêzgeha Mûsilê ye. Tê texmînkirin ku bi qasî milyarek bermîl nefta wê heye. + +Rojane 20 hezar bermîl neft ji wir tê derxistin lê ji ber ku DAIŞê agir berdaye wê derê zirarek mezin gihîştiye sazî û bîrên petrolê yên wê deverê. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn îro danê sibê hêzên Pêşmerge beşek ji deverên Zûmar û Rebîayê yên Mûsilê xistine bin kontrola xwe. + +Jêderekî ji eniyên şer ragihand, îro danê sibê çiyayê Betane ku çiyayekî stratejîk e û li ser Zûmar û Eyinzle hakim e, ket destê pêşmergeyan. + +Wî jêderî diyar kir ku niha hêzên Pêşmerge li ser çiyê ne û tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Her wiha hêzên Pêşmerge karîn îro danê sibê gundê Mehmûdiyê li devera Zûmar û Rebîayê kontrol bikin û ji wir jî derbasî nav gundê Eyin Uwêr bibin û bixin destê xwe. + +Li gorî agahiyên ku jêderên pêşmerge roja 21ê vê mehê dabûn Rûdawê, hêzên Pêşmerge rêya navbera Zûmar û Eyinzale bi Mûsilê re qut kiribûn û xwe ji bo girtina Zûmarê amade dikirin. + +Roja 2ê Tebaxa îsal, li devera navbera bajarokên Tilefer û Şingalê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketibû lê piştî ku hêzên Pêşmerge vekişiyabûn DAIŞê Şingal girtibû û roja paşîn jî Zûmar girtin û dest danîbûn ser bîrên neftê yên Eyinzale û Betme. + +Zûmar (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro danê sibê operasyoneke berfireh li devera Zûmarê ya Mûsilê li dijî DAIŞê li dar xistin û niha tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Îro danê sibê hêzên Pêşmerge karîn çiyayê Betane li devera Zûmarê bigirin. Çiyayê Betane cihekî stratejîk e û bi ser Zûmar û Eyinzale de hakim e. + +Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ên Rûdawê dane, niha hêzên Pêşmerge tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne. + +Her wiha hat zanîn ku hêzên Pêşmerge îro danê sibê gundê Mehmûdiye yê girêdayî nahiyeya Rebîa ya Mûsilê jî xistine bin kontrola xwe. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, pêşveçûna hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê didome û pêşmerge bi temamî hakim e lê morala çekdarên DAIŞê pir lawaz bûye ji ber wê jî ew cihên ku berdidin mîn dikin. + +Rebîa (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge karîn çend gundên din li derdora bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derxin. + +Li gorî agahiyên ku jêderên Pêşmerge dane Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro karîn çend gundên din li derdora bendava Mûsilê kontrol bikin. + +Li gorî wî jêderî ku ji Fermandehiya Helgord a Pêşmeger agahî dida Rûdawê, hêzên Pêşmerge gundên Bedriyê, Sofeye, Xan Sofeye, Tilgerran, Tacîk, Barzanoka û Teitoka ji DAIŞê standin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Pêşmerge îro danê sibê dest bi operasyoneke berfireh li deverên Zûmar û Rebîa yên Mûsilê dest pê kirine û ber bi pêşve diçin. + +Şirnex (Rûdaw) – Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nahêlin kurdên êzîdî yên ku ji ber DAIŞê reviyane, derbasî Bakur û Tirkiyeyê bibin û ";bi bombeyên gazê êrişî wan dikin";. + +Serokê komeleya Roboskî-Derê Velî Encû ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li ser sînorê gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilabana Şernexê bi mebesta astengkirina derbasbûna penaberên kurdên êzîdî, bombayên gazê bikar tînin û hinek caran jî guleyan biser wan de berdidin. + +Encû ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha zêdetirî 3500 kurdên êzîdî ji Başûrê Kurdistanê li ser sînora gundê Roboskî re derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne lê dewletê jibilî derxistina astengiyan ti alîkariyek nedaye wan. + +Velî Encû anî ziman ku tenê kurdên herêmê û saziyên sîvîl û rêxistinên partiya DBPê alîkariya kurdên êzîdî dikin. + +Serokê komeleya Roboskî-Derê her wiha eşkere kir ku Walîtiya Şirnexê jî ferman daye heta dawiya meha Tebaxê hemû dibistanên ku penaberên êzîdî lê dimînin bên valakirin. + +Velî Encû da zanîn ku rewşa penaberên êzîdî yên ku derbasî Bakurê Kurdistanê bûne pir xirab e, alîkariyên ku ji wan re tên kirin têrê nakin ji ber wê jî pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye. + +Piştî ku devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat girtin bi hezaran kurdên êzîdî neçar man cîh û warên xwe berdin û derbider bibin. + +Mêrdîn (Rûdaw) – Li Mêrdînê ev 6 roj in xelkê bajarên Dêrik, Qoser û Nisêbînê û gundên derdora wan bajaran ji ber qutbûna elektirîk û avê xwepêşandanê dikin û rêya hatin û çûnê girtine. Gundî dibêjin, eger ev rewş bidome dê pez û dewarên wan telef bibin û zeviyên wan hişk bibin. + +Demekê beriya niha li Mêrdînê û navçeyên wê, bi sedan cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dabîn bikin fatûrayên giran ên elektirîkê ji wan re hat birrîn. Ew fatûra ji 20 hezar lîre heta 100 hezar lîreyan heye. + +Lê ji ber ku cotkaran ew pere nedan elektirîka bajarên Dêrik, Qoser û Nisêbînê û gundên derdora wan hat qutkirin. + +Gundiyên ku bi rojan e bêelektirîk mane, ava xwe ya vexwarinê jî li ser pişta dewaran dabîn bikin. Ji bîran avê derdixin lê av tine zeviyên xwe pê av bidin lewma zeviyên wan ber bi hişkbûnê ve diçe. Pez û dewarên wan jî ketiye bin metirsiya jinavçûnê. + +Piştî ku rayedaran nekarîn arîşeya gundiyan çareser bikin dest bi xwepêşandanê kirin û ev 6 roj in rêyên navbera Mêrdîn, Dêrik, Qoser û Nisêbînê girtine. Ji ber wê girtina rê kamyonên ku ji Herêma Kurdistanê tiştan tînin nikarin derbas bibin ji ber wê jî kamyon rêz bûne li ser rêkê. + +Li Dêrikê hêzên ewlehiyê bi amûrên polîs ê bi navê TOMAyê mudaxeleyî çalakiya gundiyan kirin. + +Gundiyê bi navê Seîd Koçan ji Rûdawê re got, hemû bendavên ku eletirîka rojavayê Tirkiyeyê dabîn dikin li bajarên kurdan in lê ew ti xêrekî ji wan bendavan nabînin. + +Koçan wiha axivî: ";Ji ber ku elektirîk hatiye qutkirin av jî nemaye. Him em him jî pez û dewarên me bêav mane. Zeviyên me ber bi hişkbûnê ve diçin. Heta arîşeya me çareser nekin emê çalakiya xwe bidomînin."; + +Gundiyekî din ê bi navê Galîp Boga jî got ku ji be nebûna avê nexweşî peyda dibe û ava vexwarinê jî bi li ser pişta dewaran tînin û wiha axivî: ";Pezên me ji ber nebûna avê ber bi qirbûnê ve diçin. Heta elektirîka me bernedin emê çalakiya xwe bidomînin."; + +Cotkarê bi navê Evdilhemîd Kiliç jî got, em debara jiyana xwe tenê bi rêya çandinî û xwedîkirina pez û dewaran dikin. Zeviyên me ji ber bêaviyê hişk dibin. Eger ev rewş bidome emê zirarek mezin bibînin. Bila ev zulm bidawî bibe. + + + + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, bi helkefta 1ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê, dê mîtîngek were lidarxistin. + +Hevseroka Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zubeyde Zumrut, îro li Komeleya Rojnamevanên Başûrêrojhilat (GGC) di civîneke rojnamvaniyê de ragihand, îsal dê Roja Aştiya Cîhanê di bin siya şer de pîroz bikin. + +Zubeyde Zumut diyar kir ku Rojhilata Navîn bûye gola xwînê û wiha got: + +";Çeteyên DAIŞê destê komkujiyên Nazî girêdane û siyaseta qirkirinê li ser gelan dimeşînin. Naziyên nû yên Rojhilata Navîn ku ji her derên cîhanê li hev kom bûne ji gelan û kulturên cuda re gef û talûke ne."; + +Wê berpirsa DBPê da zanîn, dê roja 1ê Îlona îsal bi helkefta Roja Aştiya Cîhanê li Meydana Îstayonê ya Amedê mîtînek were lidarxistin. Mîtîng ji saet 17:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike. +Zûmar (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê îro danê sibê agir berdabûn bîrên petrolê yên li devera Eyinzale ya girêdayî bajarê Mûsilê. Rûdawê beriya hemûyan ew dîmen belav kir. + +Di dîmenan de tê dîtin ku dûyekî reş li bîrên petrolê yên Eyinzale radibe lê li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, heta niha nayê zanîn ka agir bi bîrên petrolê ketiye yan jî ew petrola ku li wê derê rijiyaye... + +Amed (Rûdaw) – Komeleya Endamên Medyayê ya Amedê (DIMED) daxwaz kir, peyamnêrê ILKHAyê Ali Adiyaman ku hatiye revandin serbest bê berdan. +DIMEDê derbarê mijara revandina Ali Adiyaman de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, Adiyaman ev 24 demjimêr in hatiye revandin û heta niha ji wî tu agahî nîne û wiha domkir: +";Mafê çapemeniyê di Peymana Cîhanî ya Mafên Mirovan a NYê de jî wek mafeke bingehîn hatiye nasîn. Li herêma me niha tu bingeha pevçûnê nîne û revandina hevalê xwe em wek êrişa dijî azadiya çapemenî, ya agahîgirtina gel û hemberî hemû rojnamevanan dinirxînin."; + +Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku, PKK dixwaze hemû medyaya herêmê bigre bin tekedestiya xwe û yên ku wek wana nafikrin jî ceza dike. Daxuyanî wiha didome, ";Ev bûyer tê wetaya paşveanîna demên 1990î yên tarî û bilindbûna zîhniyeta tekparêzî ya bi rengê kurdî. Divê hemû xebatkarên medyayê hemberî vê bibiryar û birûmet rawestin."; + +Peyamnêrê Ajansa Nûçeyan Pîvanê (ILKHA) Ali Adiyaman, duh bo serdanekê çûbû gundê Cumatê (Dagcilar) ser bi Farqîna Amedê û li wê derê ji hêla kesên ku xwe wek PKKyî dabûn naskirin ve hatibû revandin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê îro serê sibehê, êrîşeke berfereh li dijî çekdarên DAÎŞê li eniya şerê Zumarê destpêkirin û gelek gund û navçeyên girîng ji destê wan derxistin. +Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji dema ku êrîşên berfereh yên hêzên pêşmerge ber bi çiyayê Betme destpêkir û ew cihên stratejîk ji destê DAÎŞê hat derxistin. +Peyamnêrê me ligel hêzên pêşmerge bû û dîmenên taybet ji şerê kontrolkirina wî çiyayê ku dikeve ser Zumar û Eyin Zale, kişandin. +Dîmenên ku di vê vîtî û raporta peymanêrê me de tên dîtin, tenê li ser ekranên Rûdawê tên weşandin û ew dîmenên gelekî taybet in. + +Amed (Rûdaw) – Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî aşkera kir, Desteya Diyaloga Kurd ku ji 12 sazî û partiyan pêk tê û tenê hewldanekê diyalogê ye, ne hevalbendî ye, +Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî daxuyaniyekê nivîskî weşand û derheqê civîna ku 25ê tebaxê li Amedê bi beşadarbûna 12 aliyên siyasî hatiye lidarxistin agahî da. +Li gorî daxuyaniyê, partî û rêxistinên ku beşdarî civînê bûne gihîştine vê qenaetê ku hê bingeha yekîtiya ser bercewendiyên neteweyî çênebûye. Mijarên ku aliyên siyasî li hev kirin e ev in: + + Di bin van mercan de, civîna 25ê tebaxa 2014ê ne xwedî derfetên çêkirina yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî yan jî konferansa neteweyî ye. + Lê pêvajoya diyalogê ku di navbera alî û partiyên siyasî de destpêkiriye derfet daye ku pêwendî di nava aliyên kurd de bi dome û li ser hin mijaran yekhelwestî derkeve. + Vê civînê rêxistineke nû dernexistiye meydanê û ev yek ne hevalbendiyeke siyasî ye. Ev pêvajo divê wek ‘Desteya Diyalog a Kurd’ bê binavkirin û bê aşkerakirin ku hewldanên lêgerîna hevalbendiyê dê bidomin. + ‘Desteya Diyalog a Kurd’ ne navê rêxistinê ye û ne jî hevalbendî ye. Tenê binavkirina pêvajoya diyalogê ye. +Daxuyanî dide zanîn ku, piştî civînê hin danezan di heqê civê de hatine dayîn lê ev yek beşdarên civînê eleqedar nake. + + +Şirnex (Rûdaw)- Piştî êrîşên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bi set hezaran êzîdî di demek kin de bûn penaber ketin ser rêyan. Wek tê zanîn gelek êzdî hatin kuştin malên wan xirab bûn, xwe dijwarî gîhandine başûr û bakur Kurdistanê. + +Mihemed Şarmanê di Dibistana Gundikê Melî ya Şirnex de mamoste ye ji Rûdawê ragihand ku, Kesên xwedî pasaport di deriyê Zaxoyê re derbasî Kurdîstana Bakur bûn.Yên bê pasaport hin ji wan ji aliyê çekdarên YPG ve û hinek jî bi alikariya gund û gundiyê Şirnexê wek Yekmal û Roboskê li ser Zaxoyê re li nav çiyan re gîhiştin Şirnex’ê. + +Şarman diyar kir ku roja êzîdî derbasê Şirnexê bûyîn heta niha heroj nav wan de ye û wiha got: + +";Ji komkojiya Êzdiyan seri heya roja niha gelê Şirnexê bi hemî derfetên xwe ew pêşwazîkirin. Qampê yekem li Şirnexê vebûn. Nûha li navça şirnexê li silopiya 3000 êzdî di qampan danin dîsa li Cizîrê li Qilabanê bi hezaran êzîdî hin li malan hin li qampan hin jî li dibistanan hatin cih kirin. Li navan de Şirnexê û tevî navçê û gundan nêzî 11 hezar Êzdî bi cih bû."; + +Mamosteye Dibistana Gundike Meli da zanîn bi xwe jî 7 êzîdî li mala xwe vehewandiye û anî ziman Şirnex li gorî bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê ji quweta xwe zêdetir bar ragihandi ye û pê de çû: + +";Gel bi hemî hêza xwe dixebiti nan û ava xwe bi wan re parve dike. Em li qampa bi gelek êzîdiyan re axîvîn ji vê mêvandariya Şirnexiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Dîgel van yekan hê jî derftên peneberan nebaşin kêmasi gelekin. Li gorî bajarê mezin wek Amed,Mêrdîn, Wanê, Şirnexê ji hedê xwe zêdetir kes vexwandina û ezimandine. Bêdengiya şarderiyê van bajarê mezin dibe sedam gelek rexne û gazinan . Ev yek barê Şirnexiya çiqas giranbike ji Şirnexî tev de dibêjin çi ji me bê em amadene bikin."; + +Mamoste Şarman got, miletê Şirnex tev de gelek ji êzîdiyan re bûn alîkar û gundiyan hin dibistana cih kirine hin jî li malên xwe vehewandinê û axiftina xwe wiha domand: + +";Gelek êzdi pêşî ji Zaxo li çiyayan re tên Yekmal û Rêbozikê piştre ji van navendan li navçe û li gundiyan tê belavkirin. Gundê wek Şêxan ,Sêgirkî, Gundikê Melê dibistanê xwe ji êzîdiya re vekirin.Gelek xort bi awayekî dlisozî li van dibistana xizmet didin ji bo êzdiyan şarederiyê van deran derfetê xwe hemî seferberkirine.Nuha şarderiya Şirnexê dixwaze qampeke ku bikarebe 5000 hezar kesan bihewîne veke. Xebatên wan bi vî alî didomin."; + + +Mihemed da zanîn êrîşên dawî vê care bandorek mezin li êzîdiya kiriye û got êdî ew naxwazin paşvê vegerîn Şingalê û axiftina xwe wiha xilas kir: + +";Gelek Êzdî dîxwazin di nav şert û mercên baş û tekûz de bijin.Gelek ji wan mal û perê xwe hemî tiştnê xwe li paşve hiştine.Naxwazin careki din vegerin Şengalê. Daxwaziyeke mezîn heye ku tevde li ser hev li derekî Ewrûpa bi cih bin. Lewre dibêjin ‘Şengal êdi li me xirab bû wêran bû û heram bû. Em nikarin cardin herin cihê kû laşê me lê genî bûne. Ciranê me ereban em firotin kirêvê me xayin derktin. Emê cardin çawa bibin ciranê hev."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got, di qada şer de pêşmerge hemberî DAIŞê serkeftî ye û pêşmergeyan bi van serkeftinan sîhrê terorîsan betal kiriye. +Barzanî got, ";Bo me şanaziyekê mezin e kû li şûna hemû cîhanê em şerê van terorîstan dikin. Her wiha hêzên pêşmerge êrişên serkeftî birin ser terorîstên DAIŞê û rastiya wan derxiste holê."; +Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê îro li bajarê Selahdînê, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li General Sir Simon Mayell kiriye ku nûnerê ewlehiyê taybet ê Birtîtanyayê bo Herêma Kurdistanê ye û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de Barzanî got, ";Li ser hemû aliyan xeterî heye û ev yek sînoran nanas e. Têkbirina terorîstan bi hewldanekê pêkve û bi planên mezintir û nûtir dibe."; +Serokê Herêma Kurdistanê, ser rewşa koçberan jî dubare kirk ku, parastina wan û bicihanîna pêwîstiyên wan erkekê mirovahî û neteweyî dizanin û bo parastina kesên bi netew û olên cûda şehîd jî dane. +Barzanî got, Kurdistan bi hemû hêza xwe alîkariya kesên koçber ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê dike, lê asta karesatê û zêdebûna hejmara koçberan derfetên Kurdistanê derbas dike. Her wiha Barzanî taybet bo Sir Simon got, ";Pêwîste xwişk û birayên mesîhî û koçber bizanin çareseriya sereke azadkirina herêmê ye."; +Barzanî di heqê damezrandina hikûmeta nû ya li Iraqê jî got, hikûmeta rastqîn bi beşdarbûna hemû aliyan dê pêk bê. +Hikûmeta Brîtanyayê, bo pêşxistina helwestên têkoşîna hemberî DAIŞê, roja 24ê tebaxê General Sir Simon Mayall wek nûnerê taybet bo Herêma Kurdistanê erkdar kiribû + +Kempa Miqiblê ya penaberên Rojava yê Kurditsanê li gorî pirojeya firokxaneyekê ko karûbarên wê bi rêve diçin ew kemp wê were rakirin li vir pirsa çarenivîsê penaberên bêtirî deh sala ser awarebûna wan ji rojava yê kurdistanê derbasbû ye tê kirin ko li gorî parêzgarê duhokê hê bi rengekî dawî biryar derbarê şarserkirina rewşa ne hatiye standin lê wê her cih bo wan were dabînkirin +Di nerîna penaberan de gereke rewşa wan mîna penaberên li gel wan hatibûn û xanî bo wan hatin dabînkirin +Penaberên li miqiblê jî ne razîne ji rakirina xwe tevlî ew giringiya firokxanieyê dizanin lê ew dibêjin ko ne insafe ko dîsa vegerin bin kona +Penaberên kempê miqiblê dibêjin hejmareke ji biryaran bo durustkirina rewşa wan derketine lê ew dibêjin ev biryar nehatine cîbicî kirin + + + +Elewî yek ji wan pêkahteyên Efrînê ne ku li navçeya Mabeta li Efrînê ji sed salan ve niştecî bûne,lê dîroka hatina wan nediyar e, lê ew dibêj in ku ew Bekdaşî ne û bi ser kurdên Elewî yên Tirkiyê ve ne. +navê Mabeta ji navê XWEDIYÊN MALÊ hatiye ku ew dever giştî Elewî ne. +Mabeta 15km ji navenda Bajarê Efrînê dûr e, û 37 gund pêve girêdayî ne, ji aliyê bakur ve navçya Reco ye, ji başûr ve Cindirêsê ye,ji Rojhelat ve Şera ye, û ji Rojava ve Şiyê ye. +Hejmara nişteciyên Mabeta li gorî serjimêriya fermî, di sala 2004an de 11.741 kes in,lê niha nêzîka 15 hezara ye, ku 300 mal lê hene û temenê wan jî bêtirî 600 sal e. +Di salên 1924an û 1925an de, Mabeta Navenda Herêma Efrînê bû, û di sala 1975an de bû navenda Navçeyê. +Gelek ji gundên koçeran jî li Efrînê Elewî bûn,lê ji zûde ew bûne Misliman, û niha tenê Mabata Elewî ma ye. +Çend mezarên Elewiyan li Efrînê li derdûra Mabeta hene, wek Mezara Berbeûşê ku 2 km bakurî Mabeta ye, Mezara Yuxmir Dade û Mezara Eslan Dede, û hemû Sirûdên Elewiyan yên olî bi kurdî ne. +Gelek ji xelkê Mabeta rastî girtinê dihatin ji aliyê Artêşa Azad ve ji ber Ewletiya wan û dihat in tawanbarkirin ku ew alîgirên rêjîmê ne,lê piraniya xelkê Mabeta alêgirên opozisyonê ne, ku cemawerên partiyan li wê derê jî zor in, û yek ji damezrênerên yekemîn Partî li Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Mihemed Elî xoce ji Mabeta bû. +Di despêka Şoreşa Sûrî de, gelek xwepêşandan li Navenda Navçeya Mabeta hatin li dar xistin da ku ji xelkê re xuya bikin ku ew alîgirên opozisyonê ne û ne alîgirên Rêjîma Sûrî ne. +ji ber ku gelek ji Mabetaiyan dihatin girtin, xelkê wê derê komîteyeke danûstandinê avakiribûn ku her car diçûn cem Artêşa Azad da ku girtiyên xwe serbest berdin û her car ji wan re tekez dikirin ku ew kurdin û alîgirên opozisyonê ne. +Cudahî di navbera xelkê Efrînê de tine ye, ku kesek nabêj e ew Elewî ye yan Êzdî ye yan jî Misliman e, hemû bi hevre dijîn û dibêj in ku ew Kurd in. + +Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê di encamê teqandina bombê de pêşmergeyek şehîd bû 4 pêşmerge jî birîndar bûn. +Li Kerkûkê, di dema borîna karwanekê Fermandeya Lîva Yekê Pêşmergeyan li nêzîkî Biryargeha Leşkeriya Keywanê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin hate teqandin û di encamê de pêşmergeyek bi pileya mîralayê bi navê R.Ş. şehîd bû û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. +Serhed Qadir, Birêvebirê Polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re got, ";Îro demjimêr 6:30ê êvarê teqînek rû da. Piştî ku hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. + +Efrîn (Rûdaw)- Elewî yek ji wan pêkhateyên Efrînê ne ku li navçeya Mabeta li Efrînê ji sed salan ve niştecî bûne. Dîroka hatina wan ne diyar e lê dibêjin ku ew Bekdaşî ne û bi ser kurdên elewî yên Tirkiyê ne. + +Navê Mabeta ji navê ";Xwediyên Malê"; hatiye ku ew dever giştî elewî ne. + +Mabeta 15km ji navenda Bajarê Efrînê dûr e, 37 gund pê ve girêdayî ne, ji aliyê bakur ve navçeya Reco ye, ji başûr ve Cindirêsê ye, ji rojhelat ve Şera ye û ji rojava ve Şiyê ye. + +Hejmara nişteciyên Mabeta li gorî serjimêriya fermî, di sala 2004an de 11 hezar û 741 kes in, lê niha nêzîkî 15 hezarane, ku 300 mal lê hene û temenê wan jî bêtirî 600 sal e. + +Di salên 1924an û 1925an de, Mabeta Navenda Herêma Efrînê bû, di sala 1975an de bû navenda navçeyê. + +Gelek ji gundên koçeran jî li Efrînê elewî bûn, lê ji zûde ew bûne Misliman û niha tenê Mabata Elewî ma ye. + +Çend gorên elewiyan li Efrînê li derdorê Mabeta hene, wek gora Berbeûşê ku 2 km bakurê Mabeta ye, gora Yuxmir Dede û gora Eslan Dede, û hemû sirûdên elewiyan yên olî bi kurdî ne. + +Gelek ji xelkê Mabeta rastî girtinê dihatin ji aliyê Artêşa Azad ve ji ber elewîtiyê dihatin tawanbarkirin ku ew alîgirên rêjîmê ne, lê piraniya xelkê Mabeta alîgirên opozisyonê ne, ku cemawerên partiyan li wê derê jî zor in, û yek ji damezrênerê yekemîn Partî li Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Mihemed Elî Xoce ji Mabeta bû. + +Di despêka şoreşa Sûriyê de, gelek xwepêşandan li Navenda Navçeya Mabeta hatin li dar xistin da ku ji xelkê re xuya bikin ew alîgirên opozisyonê ne û ne alîgirên Rêjîma Sûriyê ne. + +Cudahî di navbera xelkê Efrînê de tine ye, ku kesek nabêj e ew elewî ye yan êzîdî ye yan jî misliman e, hemû bi hevre dijîn û dibêj in ku ew Kurd in. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê xwestin ku destpêkirina dema xwendina sala 2014 – 2015ê bo demek bê paşxistin. +Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê got, îro xwestine ku Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê bibînin û daxwaza paşxistina vekerina dibistanan jê re bêjin, lê ji ber meşxul (mijûl) bû nekarîn bibînin. +Ebdulwahîd Hacî, Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), ji Rûdawê re aşkera kir ku, duhî civîna sekretertiya wan hatiye lidarxistin û bi awayekê hûr li ser rewşa perwerdeya sala nû rawestiyane. Hacî got, bi piraniya dengan qebûlkirine ku vebûna dibistanan îsal bê paşxistin û daxwazekê fermî arasteyê Wezareta Perwerdeyê bikin. +Sekreterê YMKê her wiha got, ji ber du sideman vê yekê dixwazin û domand, ";Yekem, gelek dibistanên navçeyên sînorê bajarê Hewlêrê û Dihokê koçber têde bicihbûne. Ji bo bicihkirina wan demekê zêde tê xwestin. Ya duyem jî, gelek mamoste ji wan deverên ku hê jî têde alozî û şer hene dimînin."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Îro 11emîn keştiya ku petrola Herêma Kurdistanê têde bû ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi rê ket. +Rayedarekî payebilindê Tirkiyeyê ji ajansa Reutersê re got, îro 11emîn keştiya petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê derketiye. Rayedarê got, di keştiyê de 250 hezar bermîl petrol heye lê di heqê keştî diçe û kî digre de agahî neda. +Li gorî zanyariyên heman rayedarî, ji meha Gulanê ve ji Bendera Ceyhanê herî kêm 8 mîlyon bermîl petrol hatiye hinartin. +Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka Gulana îsal de dest bi hinartina petrolê kir. + + +Berekat Îsa* + +Nêzîkî demjimêr yazdehê şevê bû ku em bi asayişa Gir Uzêr re li ser çeperan digeriyan. Wan destxweşî li xelkê dikirin ji ber bergirîkirina wan li axa xwe. Ez jî bi wan re bûm, da ku çîrok û bîrokeyan hilgirim. + +Ji ber ku gellek çeper li sînorê Gir Uzêr hebûn, dem vekêşa heta demjimêr yekê piştî nîvê şevê. Li xala pêşmergeyan ya di navbera Gir Uzêr û Gir Zerk de efserekî pêşmerge xwest serdaneke pêşmergeyan bike li komelgeha Gir Zerk, ya ku bi dûriya 7 km li rojhilatê Gir Uzêr dikeve. Hingê refên otomobîlên DAIŞê li wan sînoran çûn û hatineke zêde dikirin. Hinek ji Beac ber bi Bilêc diçûn û hinek ji sînorê Gir Zerk ber bi Sîba Şêx Xidr diçûn. Êdî me tê derxist ku ew çûnûhatina zêde ya DAIŞê sedemeke wê heye. + +Xala DAIŞê li Gir Zerk (li Sîba Hecko) ku nêzîka kîlometreyekê ji xala pêşmergeyan dûr bû, ya li durêya di navbera Gir Zerk û Beac de bû. Gava ku em çûne ba pêşmergeyan, otomobîlên DAIŞê pirr li wê xalê hebûn. Bi tenê silav û destxweşî li hev kirin û em ber bi nav komelgeha Gir Zerk vegeriyan, lê beriya ku em bigihijin nav komelgehê, kesekî telefon ji bo rêveberê asayişa Gir Uzêr vekir û jê re got: ";Çekdarên DAIŞê li tenişta gundê Gir Zerkê yê kevn, kemîn li pêşiya we danîne."; Ez jî li otomobîla wî siwar bibûm û em li pêşiya refê bûn ku ji çar otomobîlan pêk dihat. Ji bilî kalaşnîkofan doşkayek û du bîksî bi hêzên asayişê re hebûn. + +Rêveberê asayişê got em ranawestin û gava em gihiştin xala pêşmergeyan li dergehê derketinê yê Gir Zerk ber bi Gir Uzêr, şer destpêkir û gule avêtin otomobîlên me; ji çar mîhweran DAIŞê şerê Gir Zerk kir. + +Doşka û herdu bîksiyên asayişê kar nekirin. Doşkaya li xala pêşmergeyan jî bi tenê çend gule avêtin û rawestiya. Em ji otomobîlan daketin xwarê û me xwe da ber dîwaran. DAIŞê bi doşka û hawanan şerekî giran dikir û li aliyê me bi tenê kalaşnîkof hebûn. Li her gavekê behsa hatina hêzekê dihate kirin û nêzîka 40 hawanan li tenişta me ketin û xaniyên gellek welatiyan diketin ber hawanan û di dema ketina her hawanekê de gumên ji gellek malan dihat. Heta demjimêr şeşê sibehê em li wî cihî man. Piştî ku DAIŞê pêşengî kir û li me zîvirîn, em neçar bûn bazbidin û me otomobîlek jî ji bin bombebaranê xilas kir. + +Gava ku em derketin hejmareke zêde ya mirovan ji Gir Zerk bazdidan û ez bi telefonê bi hinek hevalên ji Sîba Şêx Xidir li rojavayê Gir Uzêr re dipeyivîm, ku li wê komelgehê jî şer rû dida. +Em di nav şûvê û di ser çeperan re gihiştin Gir Uzêr. Di wê demê de min ji birayê xwe yê ji min biçûktir xwest ku zarokan bibe gundê Werdiyê yê li tenişta çiyê. Rast e, şer li Gir Uzêr nebû, lê xelk direviyan, piştî ku bihîstin pêşmergeyan cihên xwe berdane. Min ji bav, dayik, xwişk û hevjîna xwe xwest ku bi piyan derkevin heta ku birayê min zarokan bigihîne Werdiyê û li me vegere. +Wê demê hemû xelk direviyan û em dora nîv demjimêrê bi piyan meşiyan, lê hêj hinek jinên Gir Uzêr nanê tenûrên axê dipehtiyan û hay ji bazdanê nebûn. + +Em gihiştin Werdiyê û me dît ku xelkê wî gundî jî bazdane navbera geliyan û çiya, ku deşteke mezin bû. Heta piştî nîvro, em hemû xêzan û malbat û kesûkar û mirov gihiştin hevdu. Hinek ber bi gundên Cidalî, Heyalê û Sikêniyê û ber bi mezargehê Şêx Hesen li gundê Gabara çûn, ku ew gund hemû nêzîkî çiyê ne. + +Mezinê gundê Werdiyê li mala xwe mabû û dema ku DAIŞ gihişt nav gund ji wî xwestin ku xêzanên nav çiya û deştan vegerin û alên spî anîn û li gund çikandin. Bi xwesteka wî gellek malbat vegeriyan, lê bavê min û her pênc birayên xwe û malbat bi giştî gihiştin tifaqekê ku neçin nav gund. Hingê dayika min gote min tu here ser çiyê ji ber ku tu ne wek xelkê din î…xêzana min jî bi wê çendê razî bû. Em pênc pismamê hevdu bi ser çiyê ketin ber bi bakur û xêzanên me li wî alî man û gihiştin nêrînekê ku em herin Cidalê ji ber ku DAIŞ nehatibû wî alî. + +Mala meta min li ser rezên hejîran bûn li gundê Kersê yê bakurî çiyê, û dora demjimêr 9ê êvarê em gihiştin wê derê. Li ser çiyê min apê xwe Xudêda û xêzana wî jî dît ku biryar dabûn ew jî bên. Kurê meta min du bermîlên avê li ser kerekî bar kiribûn û bi hewara tîbûna mala apê min ve hatibû û me jî qur kire wê avê ji ber ku em bê av bi ser çiyê ketin û em gellekî tî bibûn. + +Gava ku em gihiştin mala wan xwarin anîn; xwarina wan nan, tirî û hejîr bûn. Min ti caran ji şêraniyê hez nekiriye, lê min zanîbû divê ez bixwim ji ber ku xwarin namîne. Roja din mala apê min Nayif jî gihişt û hinek kesûkarên kurên meta min jî lê kom bûn û em bûn dora 130 mirovan li wê malê ku du xaniyên axê lê hebûn. +Telefoneke min ya ku hemû karê min li ser wê bû di şerê Gir Zerk de mabû û şarja mobayla min ya din vala bibû, lewma min ji telefonên kesên din hemû tişt dibihîst. Her kesekî ji başûr ber bi bakurê çiyê hatibe, me pirs û pirsyar jê dikirin, hemû çîrokên kuştin û mirinê bûn derbarê Gir Uzêr, Gir Zerk, Sîbayê, Tel Qeseb û Tel Benat; xelkê Sinûnê ji ber ku nêzîkî Rebîe bûn, wan hêj zû xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê. Li her demjimêrekê hinek li me zêde dibûn, ewên ji başûr direviyan nav çiyê li aliyê bakur du dergeh hebûn û xelkê pasevanî lê dikir. Xwarin pirr kêm bû û xelk li me zêde dibûn. + +Dema gihandina avê ji ser kaniyê 18 demjimêr bûn. Her gava av gihiştiba, hemûyan jê vedixwar. Jinan ji bo zarokên xwe av û nan vedişartin. Li wê derê, min ne jin hebû û ne jî zarok û ne jî dayik, bav, xwişk û bira. Ne min karîbû ez bigirîm û ne jî min karîbû ez morala xwe nizm bikim li ber çavên bi sedan mirovan. Pîlên mobaylên xwe didane min, da ku ez tiştên nû derbarê pêşmergeyan û şerê DAIŞê û rizgarkirina Şengalê de ji wan re bînim. Her demeke ku min telefona hevkarên xwe yên Rûdawê li Duhokê bikira, min ji wan re digot tenê rastiyê bêjin ka pêşmerge wê kengî bên. Hingê min nizanîbû ku me Şêxan, Tel Kêf û bendava Mûsilê jî ji dest dane. Piştî du rojan min gellek tişt bihîstin û di dilê min de man, ji ber ku eger min ew tişt ji xelkê re bigota, tirsa wê yekê hebû ku xwekuştin peyda bibe; lewma diviyabû ez hema devliken bim û tiştên xweş ragihînim wan. + +Min li ser mirina zarokan û kesên temen mezin ên nexweş gellek tişt dibihîstin, di dema derketina wan ji başûr ber bi bakurê çiyê ve. Li aliyê rojavayê çiyê, me dengê hawin û teqînan dibihîst. Herwiha em bi wê yekê pirr kêfxweş dibûn, ji ber ku me zanîbû xelk mane. Pêşmerge, YPGê û xelkên Şengalê jî şer dikin. +YPGê çekên xelkê jî wergirtin û piştî roja duyem ji gihiştina nav çiyê, ji xortan dixwestin tevlî wan bibin. Dilsoziya xelkê jî bi aliyê wan ve hebû. Êdî bi dehan kes, heta bi kesên 15 salî jî, ketin nav rêzên wan. Gellekî behsa Qasim Şeşo û hevalên wî dihate kirin. Ev yek jî pirr bi dilê xelkê bû, lê li beramber vê yekê jî krîza nan û avê hebû, herwiha nûçeyên nexweş derbarê mirin û kuştinê rêgir bûn li ber berdewamiya dilxweşkirina xelkê. + +Di rojên çarem û pêncem de me zehmetiya herî mezin dît, ew jî bi sedema nebûna xwarinê û wan nûçeyên nexweş ên ku me dibihîstin, ku Koço di nav destên DAIŞê de maye û gellek ji xelkên Werdiyê bi barhilgiran ber bi cihên nediyar ve birin. Êdî kontrola xelkê nedihate kirin û ew çend hezarên li bakûrê çiyê, bûn bi dehên hezaran. Xelkê pezê xwe berdan. Lê goştê sor tîbûn peyda dikir, lewma xelkê xwe jê diparastin. Her kesekî ku me ji nû ve ew dîtiba, çend çîrokên mirinê digot. Ew kesên ku behsa mirina wan yan kuştina wan dikirin, me ew ji nêzîk ve nasdikirin û em bi wan diêşiyan. Me tirsa mirin yan kuştina xwe jî li ber xwe nas kiribû, lê gihiştina keça min Sandra hinekî bêhna min fireh kir. +Roja pêncem, êvarê, piştî ku birayê min Ferhan bi hewara malbata me ve çû başûrê Çiyayê Şengalê, bi mebesta ku wan jî bîne bakur, ez bi telefona wî ligel hevjîna xwe axivîm. Ji ber ku dilteng bû, şerê min kir û got "te em hiştin". Piştî bîstikekê min jê re got "Ferhan hatiye ji bo we ligel xwe bîne bakur û emê nêzîk hevdu bibînin û dema hûn hatin ser çiyê emê avê bigihînin we." Ew dilxweş bû û got "de va kurê te, wê bi te re bipeyive." Dema min dengê Binyamîn kir, dilê min êşiya û hema beriya ez bipeyivim kelagiriyê rê neda min û min pêwendî birrî. + +Zarokên nexweş hebûn, yên bê şîr hebûn, xwarin nemabû. Kesên ku av bi kera dianîn, nedixwestin êdî herin, ji ber ku ew gellekî diwestiyan. Ez her mjûlî telefonê bûm û tevan dixwestin ez biaxivim. Li gundê Kersê birca Korek hebû. Bi şevê hinekan telefon dibirin û heta sibehê dihatin û pîl ji min re dadigirtin û dianîn. +Roja şeşem me bihîst ku bi sedan xelk ji çiyê derketin û gihiştine Rojavayê Kurdistanê, piştî ku pêşmerge û YPGê rêya navbera Sinûn û Dugirê kontrol kirin. Herwiha Dugir heta Borik di dest wan de bû. Êdî ti çareya me nebû, divayabû em biryarekê bidin, di demekê de ku du jinbirên min û zarokên wan gihişitibûn me, lê dayik, bav, xwişk, herdu bira, hevjîna min û zarok li başûr mabûn. +Piştî min bihîst ku malbata min ber bi bakur ve tên û herdu birayên min jî ligel wan in, herwiha çend pismam û malbatên wan, me biryar da ku di roja heftem em dakevin nav gundê Kersê, û nêzîkî du demjimêran em mijûlî veguhastinê bûn. + +Dema em gihiştin gellek xelkê karê revê dikirin, ji nav çiyê berê xwe didan aliyê rojava, me jî yek demjimêrê bêhna xwe berda û min ji wan re got "werin em derkevin." Nêzîk 80 mirovî ji malbata min razî bûn û yên din gotin emê li hêviya wan ên ku ji başûr tên bimînin û emê bi hev re bên. +piştî nîvroya roja heftem, em derketin. Gav bi gav em ji çiyê derketin û ji aliyê nahiyeya Sinûnê me berê xwe da Dugurê. Şerek jî li wî alî qewimî, lewma piştî du demjmêrên ji meşê, hinekan dixwestin bizîvirin. + +Ez û keça xwe Sandra û biraziyê min Apo ligel herdu kurên birayê min ê mezin, Rakan û Sîrwan û pismamê min Mihsin û hevjîna wî û herdu zarokên wî li pêş malbatên me yên dîtir diçûn û hin bi hin ava me jî nedima. +Piştî nêzîkî çar demjimêran ji meşê, em ketin pişt Komelgeha Dugurê û me çend otomobîlên YPG dîtin, çûnûhatin dikirin, lê wan kes hilnedigirt û bi hezaran xelk dimeşiyan. Me hinek pîr û kal bi tenê didîtin, ku ji cihê xwe derketibûn. Hemû xelkê jî pirsa avê ji me dikirin. Li pişt Dugurê baregeheke YPG hebû. Min berê xwe da wan, ji ber ku rewşa Apoyê biraziyê min pirr xirab bû û min ji wan xwest ku wî bi otomobîlekê bigihînin derekê. + +Piştî ku wan fêm kir ku navê wî Apo ye, gotin "tu û keça xwe û Apo bi tenê werin siwar bin, bila Sîrwan û Rakan bi peya ligel xelkê bimeşin." Êdî ew çarenivîs bû, da ku Apo nemire û em razî bûn, ji ber ku Rakan û Sîrwan ku temenê wan di navbera 15 heta 17 salan de bû û me hindek nasên xwe dîtin û soz dan ku wan ligel xwe bînin. +Em nêzîk heft kîlometreyan bi otombîlê çûn û li cem motorekî avê hiştin. Me av vexwar û dîsa bi meşê em çend dejimêran meşiyan heta me sinorê Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve derbas kir. +Di nav Rojava de em nêzîkî demjimêr û nîvekê bi peya dimeşiyan. Êdî ji bilî Sandra û Apo kesekî min nemabû û telefon jî nebû da ez zanibim çarenivîsa wan ên li ser rê çî ye. Nêzîkî demjimêr 08:30 em li barhilgirekê siwar kirin û berê me dane başûr. Lê ez gellekî nexweş bûm. Piştî em gihiştin bajarokekî Rojava, çend şervanên YPGê hatin û ji me re gotin "vaye av, vexwin û zanibin Mesûd Barzanî û pêşmergeyan çi bi serê we kirine." + +Ez tirsiyam ku li ser Şengalê birakujî, piştî komkujiyê, peyda bibe û min ava wan venexwar û bi tîbûna xwe ez gihiştim Başûr. Ji nû ve ez giriyam û min bêriya malbata xwe kir, ew malbata ku ez nizanim li kû derê ne û çi bi serê wan hatiye. Heta min 2 rojên dirêj derbas kirin, malbata min gihişte Rojava û roja sêyem hatin Zaxoyê û em gihiştin hev û em şad bûn. Şadbûneke ku me hemû bîranîn, mal û tiştên xwe li şûna xwe hiştin. Şadbûneke ku me ji Şengalê ji ber bêhna mirinê bazdaye û me gellek heval û biraderên kuştî veneşartin. Şadbûneke ku gellek jinên Şengalê hatin revandin û di bazarên Ereban de têne firotin. Şadbûneke ku em nizanin êdî axeke me heye ku navê wê Şengal e, yan emê her aware bimînin. + +* Berekat Îsa, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, 7 rojan nûçeyên Kurdên Êzdî yên bê xwarin û bê av radigihand. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Komek rewşenbîr, çalakvan û akademîsyenê kurd ên Başûrê Kurdistanê ragihandin, heta devera Şingalê ji destê DAIŞê dernekeve dê bi awayekî demkî herin ser ola êzîdatiyê. Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê jî bi tundî li dijî vê çalakiyê derdikeve û vê çalakiyê wek ";bêhurmetî"; li hember êzîdiyan dibîne. + +Komek nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandin, wek piştgirî û hevxemî bo kurdên êzîdî û şermezarkirina êrişên DAIŞê li dijî Şingalê dê bi awayekê demkî herin ser ola êzîdatiyê. + +Li gorî daxuyaniyê, ew dê li ser ola êzîdatiyê bimînin heta ku devera Şingalê ji destê DAIŞê bê derxistin. + +Ev çalakî rastî nerazîbûna tund a Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê hat. + +Wê saziya îslamî di daxuyaniyekê de ragihand, nivîskar û rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina ola û ayîna xwe pişta êzîdiyan bigirin dibin sedema wê ku eniya şerê li dijî Kurdistanê berfirehtir bibe û xortên kurd zêdetir tevlî DAIŞê bibin. + +Di daxuyaniyê de rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina ola xwe piştgiriyê bidin êzîdiyan, wek kesên ";saf û nezan"; hatine binavkirin û hatiye gotin ku çalakiya zirarek mezin dide kultura pêkvejiyanê, her wiha ji ber ku ola êzîdatiyê oleke girtî ye lewma ev çalakî bêhurmetî ye li hember êzîdatî û êzîdiyan. + +Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê her wiha ragihandiye, ew kesên ku vî karî dikin tenê di hizra wê de ne xwe derxin pêş êdî ji wan re girîng nîne ka çi tê serê xelkê. +ئەو دەما کو هەر یەک ژ یەکگرتویا ئیسلامی و کۆمەلەیا ئیسلامیا یا کوردستانێ بۆ سازکرنا کۆنگرەیا حزبێن خوە دیار کربوون ، دەرباس بوو. +هەر دو پارتی یێن ئیسلامی ، سەدەما ڤێ یەکێ ڤەدگەرینن بۆ رەشا کو داعشێ بسەر هەرێما کوردستانێ رە ئانینە . هەڤدەم ێرۆ ئیبراهیم ئەحمەد ئەنداما پۆلیتبیرۆیا یەکیتیا نیشتمانیا کوردستانێ ، پێشتر داخوازا ساز کرنا کۆنگرەیا حزبا خوە کریە . شەری داعش ل باشوورێ کوردستانێ باندۆرەکێ زێدە دانیە سەر ژیانا سیاسی و جڤاکی و پەروەردەێ و گەلەک وارێن دن. + +هێزێن پێشمهرگه ل دهڤهرا زومار ن ێزێكى 60 كم پێشدەچوون و زێدەتری 15 گوندان ل وێ دەڤەرێ كونترول کرن. تێما تۆرا مەدیایى یا رووداوێ ل وان دهڤهران دیمهنێن تایبەت یێن ئەنیێن شهر، ب تایبهت ل گوندێ بارزانكێ ل کێلەکا عهینزاله کشاندن، کو ل گۆر گۆتنا پێشمەرگە، ئهو گوند جهەکی گەلەکی ستراتەژیکە ژ بۆ کۆنترۆلکرنا زومار و رەبیعژە. پێشمەرگە هەروەها دبێژن کو داعش گەلەک جەنازەیێن چەکدارێن خوە ب جی هشتنە و ب دههان ئۆتۆمبیلێن وان ژى هاتنە شەوتاندن. د پێشدەچوونا پێشمهرگه دە، خوەكوژەکی د ناڤا هێزێن پێشمهرگه دە ل گوندێ بارزانكێ خوە تەقاند و د ئەنجام دە چەند پێشمهرگە شههید بوون و چەند پێشمەرگەیێن دن ژی بریندار بوون. + + +Dihok (Rûdaw) – Di encama êrişa çekdarên DAIŞê de li dijî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, ne tenê bi sedan keç û jinên kurd hatin revandin lê bi dehan dayîk, bav û zarokên wan jî hatin kuştin ji ber wê jî gellek malbat hilweşiyan. + +Di nav malbatên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne de çîroka xûşk û birayekî vê rastiyê baştir nîşan dide. + +Suad û Selam, ji Rûdawê re behsa wê dikin ku dema çekdarên DAIŞê bajarokê Şingalê girtin, her wiha malbata wan çawa ji hev belav bûn… + +Ew di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe ji dest didin ji ber wê jî li ba kal û pîra xwe diman lê piştî êrişa DAIŞê nayê zanîn ka kal û pîra wan li kuderê ne. + +Suad û Selamê birayê wê carekî sêwî mane lê vê carê zimanê wan nagere bêjim ";em dîsa sêwî man";… + +ل هەر ناڤبچەیەکە کو هێزێن پێشمەرگە وان ژێ دەردخە، چەکداراێن داعشێ خانی و کۆلانا بۆمبە دکن. هەری داوی ژی، داعشێ ل دەڤەرا زومارێ کو هێزێن پێشمەرگە زێدەتری 15 گوند ژ کۆنترۆل کرن، گەلەک خانی و کۆلا بۆمبە کربوون، لێ ئەو بۆمبە ژ ئالیێ تیمێن ئەندازیاری یێن هێزێن پێشمەرگە ڤە هاتن پووچکرن. + + +Zûmar (Rûdaw) – Tîma Rûdawê li kêleka hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniya şer li devera Zûmar-Eyinzale-Mûsilê, girtina wan dever û gundan ji nêzîk ve dît û şopand… + +Hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ya Mûsilê di pêşveçûnê de ne û heta niha zêdetirî 15 gund ji destê DAIŞê derxistine. + +Li gundê Barzankê DAIŞê hinekî li ber xwe da lê hêzên Pêşmerge guh nedan vê yekê û êriş kirin û gund ji destê wan derxistin… + +Piştî van serkeftinên Pêşmerge morala DAIŞê diherife û çareyê tenê di direvê yan jî teslîmbûnê de dibîne ji ber ku gelek çekdar ji tirsa jiyana xwe, xwe teslîmî Pêşmergeyan dikin… + +Kerkûk (Rûdaw) – Li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di encama êrişa DAIŞê de herî kêm 8kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. +Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin ku, îro piştî nîvro erebeya KIA ya barhilgir, li navenda navçeyê hate teqandin û piştî teqînê jî endamên DAIŞê bi hawanan êriş li gelê cihê bûyerê kirine. +Farûq Ehmed, Birêveberê Asayîşa Xurmatû di heqê bûyerê de ji Rûdawê re got, "di êrişê de peşmerge hatine hedefgirtin û 2 pêmerge birîndar bûne." +Farûq Ehmed, got, piştî teqînê bi hewanan êriş li gel hatiye kirin û di encam de herî kem 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. + + +Enqere (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê serdemek nû ya siyasetê dest pê kir. Cara yekemîne li Tirkiyeyê serokomar raste rast bi dengên gel hate hilbijartin. Wekîlê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu piştî ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hati erkdar kirin kabîneya nû ya Hikûmeta xwe eşkere kir. + +Siyasetmedarên kurd ";Tirkiyeya nû"; û pirsgirêken kurdan ji Rûdawê re nirxandin. + +Serokê Platforma Demokrat a Kurd (KDP) Sertaç Bucak, ragihand, hem axiftinên Erdogan hem jî yên Davutoglu di mijara ";pêvajoya çareseriyê"; de hat xuyan xwedî îrade ne û got ";";Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurdan de bibiryariya xwe dan xuyandin. Ez hêvî dikim pêşiya çareserkirna pirsgirêkan bê vekirin."; + +Bucak diyar kir ku dema nîqaşên siyasetê boriye û got, ";Ev eleqe bo Xwezayê tên nişandin divê ji bo kurdan jî bê nişandin."; + +Yaşar Kaya: Hêvîdarim + +Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya hati girtin Yaşar Kaya jî got ew ji serdema nû hêvîdar e. + +Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê êdî ti tişt ne wekî berê be û di pirsgirêka kurdan de gave din bên avetin û got, ";Hilbijartina gel ya serokomariyê gavek giring bû û gel di mijare de hişmend bûn."; + +Yaşar Kaya anî ziman ew bawer dike çareseriya ji bo pirsgirêka kurdan hatiye dest pê kirin dê bidome û wiha axivî: + +";Davutoglu û Erdogan nikarin ji xetê derbikevin. Bi misoger nikarin pirsgirêka kurdan piştguh bikin. Di axiftina kongreyê de behs kirna Ehmedê Xanê û ya Feqiyê Teyran giring bû. Ez bawer dikim em di serê seredemek baş de ne. + +Baksî: Ez bêhêvî me + +Serokê Giştî ya Partiya Beşdar a Demokrasiyê (KADEP) Lutfi Baksî jî ragihand ku hikûmetê di çareser kirina pirsgirêka kurdan de ti gav ne avetiye û wiha got: + +";Bi tenê dengê çekan hat sekinandin û kurdan tawîz da. Dewlet va 90 sala çawa li pirsgirêka kurdan dinêri hêj wisa ye. Ew çi qasî xwedi hêz dê bibin ew qasî dê kurdan biperçiqinên. Ez dixwazim xelet derbikevim lê mixabin dema dinêrim ez bêhêvî dibim. + +Yapicioglu: rewş ne gelek baş e. + +Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekariya Yapicioglu jî ragihand ku encama serokwezîrbûna Davutoglu ti guhartinên giring dê çênebin. + +Zekariya Yapicioglu got, ";Hikûmet pirsgirêka kurdan ji dest silah berdana PKKyê di hesibine. PKK jî ji bo ka çawa deskêtiyên rêxistinê zêde bike dixebite. Kurtasî her du alî jî ne jidilin. Bi guftûgoyên ne jidil ne mimkunê çareseriyek baş derbikevi."; + + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkera kir ku, di pevçûnên nava 24 demjimêrên dawî de 51 endamên DAIŞê hatine kuştin. +Malpera fermî ya Navenda Çapemeniya YPGê, derbarê pevçûnên 24 demjimêrên dawî de daxuyaniyekê weşand. Li gorî daxuyaniyê li bajarên rojavayê Kurdistanê Kobanî, Til Temir, Heseke û Cezayê bi DAIŞê re pevçûn derketine. +Di daxuyaniyê de tê aşkerakirin ku, di pevçûnên dawî de gundek û 5 mezre ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 51 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. +Hate ragihandin ku, di operasyonên rojên 28 – 29ê vê mehê de li Şingalê 5 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. +Di daxuyaniyê de te destnîşankirin ku, YPGê di pevçûnan de gelek cebilxane jî bidest xistiye. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ragihand, tu pêwîstiyek nîne ku destpêkirina perwerdeya îsal bê paşxistin û hemû dibistan di dema xwe de vebin. +Piştîwan Sadiq Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê bo Rûdawê ragihand, roja 10ê îlonê yekem roja vekirina dibistanên Herêma Kurdistanê ye. +Duhî, Ebdulwahîd Hacî, Sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku, di civîna saziya wan de, ser rewşa dawî ya herêmê û perwerdeyê bi awayekî hûr nîqaş kirine û biryara paşxistina vekirina dibisitanên girtine. +Li ser vê jî Wezîrê Perwerde got, ";Hemû dibistan di dema ku hatiye aşkerakirin de dê bên vekirin. Lê dibistanên ku koçber têde de ne ji vê cudatir e."; + +هنەک ناڤچەیێن باشوورێ کوردستان ب خوەدیکرنا گامێش و بەرهەم ئانینا ماستێ گامێشان ناڤ بانکی دەرکرنە، و دەبارا ژیانا هنەک ماڵباتان لسەر بەرهەمێن کامێش ڕادوەستە، و ئەو دبێژن ئەگەر حکومەت پەرەیان وەک پێشینە ژ وانڕە بدە ئەو دکارن پشکا پێویستیا باشوورێ کوردستان ژ ماستێ گامێشان بەرهەم بینە، هەم وەڵاتیین هەردوو گوندێن کانی ماران و قەرەنیاغا باژارکێ ڕانیەیێ کو ب خوەدیکرن و بەرهەم ئانینا گامێشان ب ناڤ ودەنگن دبێژن، دڤەهبەر دگەڵ چەند ساڵێن دەربازبووی هەم وەڵاتیان ب ئاوایەکێ بەرچاڤ ژ خوەدیکرنا گامێشان خوە دوورخستنە. + + +VT-29082014-500 Xezan Le Kempa Domiz-Duhok-BOX +Vt -29082014 -500xezan bo kempa domiz 2- duhok + +Kamîraman..faris mişko +Întro +500 xêzan ji kempa domîz bo kempa(domîz2) hatin veguheztin, ew gazina dikin ko ne av ne jî elktirîk heye bo piraniya van xêzanan, berê nêzîkî 900 xêzanî ji kempa domîzê bo kempa gewêlanê hatibûn veguheztin + +Kesayet + +Penaber +Penaber +¤WA0 4800 4800 +Ferhad etrûşî parêzgarê duhok +¤WA2 4848 4872 + +text +Ev kempa domîz 2 ye..ji bilî neşteciyên wê 500 xêzan ji kempa domîzê bo vê kempê hatin veguheztin .ew xêzan ko du sal bûn li kempa domîzê bûn û rewşa xwe durust kiribûn bi vegeuheztina wan dîsa gazinên wan ye berî du salan çareser bûbûn bûne xwetekê awarte li gor dîtina wan. +++ +Penaberên rojava yê kurdistanê ko ew bo aramiyê berê xwe dabûn başûrê kurdistanê bi her veguheztinê re ew dîsa dikevin rojên wesatnê de +++ +Parêzgarê duhokê dibêje ko durustkirina rewşa penaberan erkeke ser wan lê hejmarên mezin û rêxkxirawên navdewletî yên kêm alîkar bo wan dike ko barê wan giran bibe +++ +Kempa domîzê 54 hezar penaber lê akincî bûbûn û 900 xêzan berê jî hatibûn veguheztin bo kempa gewêlan + +Mêrdîn (Rûdaw)- Li Mêrdîne prostestoya rêgirtina cotkaran a ji ber qutkirina karebayê piştî çend rojan dawî bû. + +Cotkaran rêya navbera Mêrdîn û Rihayê girtin ragihand ku ji ber ne dikarin zeviyên xwe av bidin gelek derametên wan hişk bûne. + +Hêzen ewlekariyê bi TOMAya êrîş birin ser cotkarên ku rêgirtibû. Di bûyeran de 6 kes birandar bûbûn. + +Şirketên karebayê ji beriya çend heyva ji cotkarên ku bi çandina avî aboriya xwe dikin re 20 hezara heta 100 hezar lirayê (10-50 hezar dolar) Tirkiyeyê cezayê kiribûn. + +Piştî ku cotkaran ceza ne razandin karebayê gunden Dêrika Çiyayê Mazî, Nisêbinê û Qosre hatibû qutkirin. + +Cotkaran doz li Dozgeriya Komara Dêrikê ya Mêrdînê vekirin dozgeriyê jî hemberê qutkirna karebayê biryar da. + +Piştî biryarê cotkaran jî çalakiya xwe dawî kirin. + +Rêya cotkaran girtî bi mekineyên mezin yê kar hat vekirin. +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî derbaskirina demeke dirêj li welatên biyaniyê, hunermend Hikmet Cemîl(Bengîn) vedigere Rojavayê Kurdistanê. + +Cemîl, yekemîn car di jiyana xwe de seredana herêma Kobanî dike û ji kolanên bajarê Kobanî de bangewaziyê li miletê kurd dike ku dev ji xaka Rojavayê Kurdistanê bernedin û koçberî welatên derve nebin. + +Dihok (Rûdaw) – Li gorî agahiyan ku gihîştine Rûdawê, şandeke kurdên êzîdî dê roja 1ê Îlona îsal li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî (NY) bibe û axaftinekê pêşkêş bike. + +Şandeke kurdên êzîdî ji bo vegotina êriş û komkujiyên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û rewşa xwe beşdarî civîna NY ya li bajarê Cenêvê yê Swîsrayê dibe. Ev derfet cara yekemîn ji kurdên êzîdî re tê dayîn. + +NY bi fermî bang li Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg kiriye ku beşdarî wê civînê bibe lê Mîr Tehsîn Beg ji ber nexweşiyê nikare here lewma li şûna xwe şandek pêk aniye bo civînê. + +Ew şanda êzîdî ya ku beşdarî civîna NY dibe, bi serokatiya Sivo Qewal Silêman e û navên endamên şandê ev in: +1-Dr. Seîd Pîr Murad +2-Hoşeng Birok +3-Dr. Elî Husên +4-Şivan Şêx Elo +5-Bîr Dîma +6-Dr. Narîn Bedî +7-Xanî Akar +8-Dr. Mîrza Dinayî +Tê gotin, axaftina şanda êzîdî dê ji aliyê Dr. Mîrza Dinayî ve were pêşkêşkirin. Gotar dê 3 deqeyan bidome û naveroka wê jî ev e: +1.Lidarxistina lêkolîneke navdewletî li ser komkujiya êzîdiyan û pesendkirin û nasandina bûyer û dosyaya Şingalê li ser asta navdewletî û bicîhanîna berpirsiyariyên qanûnî li hember wê dosyayê. + +2. Hêsankarî ji bo koçberiya êzîdiyan, bi taybet ji bo wan malbatên ku destdirêjî li wan hatiye kirin. +3. Devera Şingalê bibe devereke otonom û ji aliyê civaka navdewletî ve were parastin her wiha çêkirina herêmeke aram li Deşta Nînovayê ji êzîdî, xirîstiyan û şebekan re. +4. Hevkarî ji bo rizgarkirina bilez a wan kesên ku hatine revandin. +5. Dabînkirina pêdiviyên bilez ji bo penaberan û parastina wan. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Çend Kurdên xwedî nasnameya swêdî ji bo alîkarîkirina pêşmergeyan li dijî çekdarên DAIŞê vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Rojnameyên Swêdê jî du kesan ji wan wek ";qehreman"; û ";pêşmergeyên swêdî"; bi nav dikin. + +Çûna Swêdiyan ji bo çeperên şer xirecireke mezin di medyaya Swêdê de peyda kir. Lê bi herdu rûyên wê yên baş û xirab. Ew Swêdiyên ku ji bo piştevaniya DAIŞê ji Swêdê bar dikin, dikevin ber nefreta xelkê û medyayê. Lê kesên ku ji bo piştgiriya pêşmergeyan ji Swêdê bar dikin, pesnê wan tê dayîn. + +Li gor amarên dezgeha sîxurî ya Swêdê, ku wek ";Sapo"; tê naskirin, heta niha 80 kesên Swêdî tevlî DAIŞê bûne. Wekî din jî çend kesên Kurd ku welatînameya wan a swêdî heye li dijî DAIŞê şer dikin. + +Raporteke rojnameya Expressen û televizyona fermî ya Swêdê (SVT) behsa çîroka du kesan ji wan Swêdiyan kirin û herdu şervanên swêdî yên bi esil kurd Rizgar Kêsteyî û Rêvîng wek du ";qehremanan"; hatin nasandin. + +Raporta rojnamevanê swêdî Terez Krîstyanson wan wek ";pêşmergeyên swêdî"; dide nasîn û dibêje: ";Ew li kêleka pêşmergeyan rêgir bûn li pêşber hatina çekdarên DAIŞê ji bo nav Kurdistanê."; Rizgar Teha Kêsteyî û Rêvîng Berwarî du Swêdiyên bi eisl Kurd in ku bi cilên kurdî û bi çek li çepera pêşî ya şer bûn. + +Doktorek li pêş e + +Çend doktorên swêdî ku pirraniya wan bi esil Kurd in, grûpek ji bo piştevaniya penaberên Şengalê û Mesîhiyan dirust kirine û bi rêya şandina nameyên telefonî pereyan kom dikin û bi wan pereyan jî li eniyên şer û kampên penaberan, xizmetguzariyên mirovî pêşkêş dikin. Wan heta niha bi sedan hezar Kronên swêdî kom kirine û bi dehan doktor şandine Başûrê Kurdistanê. + +Endama Komeleya Doktorên Kurd li Swêdê Dr. Leyla Emîn demekê li Başûr maye. Ew bi şîroveyên li ser rûpela xwe bala medya û raya giştî ya Swêdê dikişîne û dibêje: ";Em çawa bersiva wan jinên bêhêvî bidin ku direvin û daxwaza alîkariyê dikin? Em çawa li ber dilê wan zarokan bidin ku hingî giriyane çavê wan bûye gola xwînê?"; + +Firotina çekan ji bo Kurdistanê + +Li gor zanyariyên Rûdawê, karbidestên Başûrê Kurdistanê daxwaza çekan ji Swêdê kiribûn, lê heta niha dewleta Swêdê bi fermî bersiv nedaye. Dibe ku ev girêdayî hilbijartinên Swêdê be ku meha bê tên sazkirin. Swêd di nav 10 welatên yekem ên cihanê de ye di firotina çekan de û pirr caran rastî rexneyên tund hatiye ji ber firotina çekan ji welatên rojhilat û Afrîqayê re. + +Çar kesayetiyên naskirî yên Swêdê, ku bi esil Kurd in, di rojnama Svenska Dagbladet ku rojnameeke swêdî ya navdar e, gotareke hevbeş belav kirine û daxwaz dikin ku Swêd çekdan bide Başûrê Kurdistanê. Dilşa Demîrbeg, Soran Îsmaîl, Sekîne Madun û Ozz Nujen çar hunermend û rojnamevan in ku gotara xwe li jêr navê ";Bûyerên Iraqê divê bên yekalîkirin"; belav kirine û dibêjin: ";DAIŞ ne tenê ji bo Kurdistanê metirsîdar e, lê ji bo hemû cihanê xeterek e. Swêd berpirs e û divê di proseya nehiştina metirsiya wê hêza tirsnak de beşdar bibe."; + + + +یهکینهیێن پاراستنا گهل، یەپەگێ، چالاکڤانێن کورد ل باژارێ ئاموودێ تۆمهتبار دکه کو ئالیکاریا گرووپێن توندرهو دکن و بریارا دایه کو وان ژ ههرێما جزیرێ یا ڕۆژاڤایێ کوردستانێ دهرخینن. + +یپگێ مۆلهتهک دایه ههر چار چالاکڤانێن ئاموودێ کو ههتا ئیرۆ سائهت 6 ئێڤاری دڤێ ژ جزیرێ دهرکهڤن، لێ بهلێ یهک ژ وان چالاکڤانێن، تهڤی کو وان تۆمهتان ڕهد دکه، دبێژه، ئهو ژ ڕۆژاڤایێ کوردستانێ دهرناکهڤن. + + +Kamîraman..faris mişko +Întro +500 xêzan ji kempa domîz bo kempa(domîz2) hatin veguheztin, ew gazina dikin ko ne av ne jî elktirîk heye bo piraniya van xêzanan, berê nêzîkî 900 xêzanî ji kempa domîzê bo kempa gewêlanê hatibûn veguheztin + +Kesayet + +Penaber +Penaber +¤WA0 4800 4800 +Ferhad etrûşî parêzgarê duhok +¤WA2 4848 4872 + +text +Ev kempa domîz 2 ye..ji bilî neşteciyên wê 500 xêzan ji kempa domîzê bo vê kempê hatin veguheztin .ew xêzan ko du sal bûn li kempa domîzê bûn û rewşa xwe durust kiribûn bi vegeuheztina wan dîsa gazinên wan ye berî du salan çareser bûbûn bûne xwetekê awarte li gor dîtina wan. +++ +Penaberên rojava yê kurdistanê ko ew bo aramiyê berê xwe dabûn başûrê kurdistanê bi her veguheztinê re ew dîsa dikevin rojên wesatnê de +++ +Parêzgarê duhokê dibêje ko durustkirina rewşa penaberan erkeke ser wan lê hejmarên mezin û rêxkxirawên navdewletî yên kêm alîkar bo wan dike ko barê wan giran bibe +++ +Kempa domîzê 54 hezar penaber lê akincî bûbûn û 900 xêzan berê jî hatibûn veguheztin bo kempa gewêlan + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê devera Eyinzale ya Mûsilê û bîrên petrol yên wê deverê bi temamî kontrol kirin. +Peyamnêrê Rûdawê li devera Eyinzaleyê ragihand, hêzên Pêşmerge tevahiya devera Eyinzale ya Mûsilê kontrol kirin û da zanîn, hemû bîrên petrolê yên wê deverê jî ketin destê Pêşmerge. +Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, hêzên Pêşmerge niha ber bi bajarokê Zûmarê ve diçin. +Devera Eyinzale girêdayî Mûsilê ye. Li gorî texmînan, nefta ku li wê derê heye derdora milyarek bermîl e û şiyana wê heye rojane 20 hezar bermîl neft lê bê derxistin. +Bîrên Eyinzale 80 kîlometran dûrî Mûsilê ne. + +Ormiye (Rûdaw) - Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, Îsa Kelanterî dibêje, çend meh li ser terxankirina bûdceyekê ji bo Gola Ormiyê derbas bûne lê hîn yek tûmen ji wan pereyan negihîştiye desê wan. + +Îsa Kelanterî ji ajansa ÎSNAyê ya îranî re ragihand ku îsal 467 milyar tûmen (derdora 150 milyon dolar) ji bo vejandina Gola Ormiyê hatiye veqetandin lê bi gotina wî, ji ber brukrasiya îdarî heta niha ew bûdce negihîştiye wan. + +Kelanterî herwiha got, desteya wan berî mehekê projeyên ku pêwîst e ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê bên kirin, radestî aliyên peywendîdar kirine. + +Bi gotina Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê, guhertina rewşa niha ya golê bi kêmanî 10 sal jê re divên. + +Gola Ormiyê di van salên dawiyê de bi awayekê metirsîdar zuha bûye. Li gorî pisporan rêjeya xoya golê du caran ji rêjeya normal zêdetir bûye. + +Gola Ormiyê, duyemîn gola şor a cîhanê ye ku ji 102 giravên biçûk û mezin pêk hatiye û rûbera wê 570 hezar donim e. + +هێزێن پێشمهرگهیێن کوردستانێ ئێریشهکه بهرفهرهه ل دژی ناڤهندێن چهکدارێن داعشێ ل زومار و ناڤچەیێن دهردۆرا وێ دهسپتێکرن. ل گۆر زانیاریێن پهیامنێرێ تۆرا مهدیایی یا ڕووداوێ ل ئهنیا شهرێ زومار و عهینزاله، ئیرۆ بیرێن پهترۆلێ یێن عهینزاله و چهند ناڤچهیێن دن ل وێ دهڤهرێ ب تهمامی کهتن بن کۆنترۆلا هێزێن پێشمهرگه. + +د چهند ڕۆژێن بۆری ده ژی، هێزێن پێشمهرگه پێشدهچوونهکه بهرچاڤ ل ئهنیا شهر ل زومارێ کر و بهر ب باژارۆکێ زومارێ ڤه پێشرهویێ دکه. + +Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Fazil Misê li mezreyeke derdore gundê Mella Omer yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê hat kuştin, kuli gor lêkolînên destpêkê hîn kujerên wî nediyarin. Fazilê 23 salî, xelkê herêma Kobanê ye û ev nêzkî sê salan bû li Başûrê Kurdistanê dima. +SB/ Salih Bozan - Mirovê ciwanê kuştî ¤WA0 4840 4904 +Cenazeyê Fazil li pizîşka dadê ya nexewşxaniya Rizgarî ye. Doseya lêkolîna di bûyerê kuştina wî de jî, li navenda asyişa Şawêsê hatiye vekirin. Li pêşiya navendê asayişê û nexweşxaneyê jî, hejmark ji xelkê Kobanî kom bubûn û dibêjin, ew li benda encamên lêkolînê ne. +SB/ Îbrahîm Hemê Misê - Birayê ciwanê kuştî¤WA2 4880 4896 +Bi gotina malaba wî ku xelkê gundê Durkman li rojavayê Kobanî ne, Fazil ji wan leşkerên artêşa Sûriyê bû ku di destpêkê şerê li Sûriyê de, ji artêşê veqetiya û ji bo ku neyê girtin, berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û tevlî wan ciwanên Rojava bû ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî ji bo wan hatibû kirin, lê ev 3 meh bûn ku dest ji wan berdabû û li wê mezreyê kar dikir. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, eger tiştek bi serê pêşmergeyên ku dîl ketine destê wan, were dê DAIŞ û ";hevakarên wê"; berdêlên giran bidin. + +Ev çend roj in hinek wêne tên belavkirin û tên gotin ku wêneyên han wêneyên Pêşmergeyan e yên ku dîl ketine destê DAIŞê. + +Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, hinek pêşmergeyên ku rêya xwe wenda kiribûn ketine destê DAIŞê hinek jî bi birîndarî ketine destê wê rêxistina terorîstî. + +Di daxuyaniyê de gotin ku nêzîkbûnên kirêt bi wan pêşmergeyên qehreman re tê kirin lê ev karên DAIŞê nîşana tirsonekbûna wê rêxistinê û binpêkirina hemû nirxên ayînî û mirovî ye. + +Di beşek din a daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Em ji hamû hêz û aliyekî re dibêjin ku em her cure liv û tevgerên vê koma terorîst û hevkarên wê dişopînin. Ji ber wê jî eger tiştek bi ser wan Pêşmergeyan were DAIŞ û hevdestên wê dê berdêlên giran bidin."; +Hogir û xwendevanên hêja yên Rûdawê! Ev çend roj bû rûpela me ya Facebookê bi hêceta ku me wêneyên gerîlayên PKKê belav kirine, hatibû girtin. Em li bendê bûn piştî ku "ceza"yê me xilas bibe, rûpela me dîsa bê vekirin. + +Tîma Teknîki ya Rûdawê pir hewl da bi rayedarên şîrketa Facebookê re bikevin têkiliyê lê ti bersivek nehat dayîn. Ji ber wê jî me biryara vekirina rûpeleke nû da. Ji ber ku em, bo agahdarkirina berdewam û rijd bin. + +Ev jî lînka rûpela me ye li ser Facebookê ye: + +https://www.facebook.com/kurmancirudaw?ref=hl + +Rûdawê bişopînin, tiştên rast bişopînin; li Kurdîstanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.... + +Mûsil (Rûdaw)- Hat ragihandin ku dema hêzan Pêşmerge ketine nav bajarokê Zûmarê yê Mûsilê pevçûnên dijwar navbera wan û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketiye. + +Peyamnêre Rûdawê diyar kir ku îro hêzen Pêşmerge devera Eyinzale ji deste DAIŞê derxistine û gihiştine nav Zûmarê. Li herême hêj şer didome. + +Berdevkê Medyayê yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hikmet daxuyand ku ji bo ku tevahiya Zûmarê ji destên DAIŞê derbêxin bi çekên giran êriş dikin. +Hêzen Pêşmerge dixwazin piştî Zûmarê, Rebîa ya ku li sînorê Sûriyê ye rizgar bikin û rêya diçe Şingalê kontrol bikin. + +Çekdarên DAIŞê piştî pêşveçûnên hêzen Pêşmerge duh li herême agir berdabûn bîrên petrolê. + +Li gorî pisporan milyarek bermîl rezerveya petrol heye. Ji bîrên herême nêzîkî 20 hezar bermîl tê derxistin. + +Artêşa Iraqê jî Încanê ya ku weke kelha DAIŞê tê dîtin a rojavayê Diyalayê ji bo destê DAIŞê derbixin dest bi operasyonê kiriye. + +Wan (Rûdaw)- Prof. Dr. Kadri Yıldırım li Wanê di panela bi navê ";Aştiya Rojhilata Navîn û Îslam";e de bangi dayikên ku zarokên wan tevlî rêxistana Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûyîn kir û got, ";Werin li Amedê li Qada Şêx Seîd çadiran vegirin, zarokên xwe ji DAIŞê bixwazin."; + +Panela li Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê de Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Doç.Dr. Veysel Ayhan, nivîskar Ayhan Bilgen û Hevşaredara Erdişê Diba Keskin wek gotadêran beşdarbûn. + +Di pan3lê de Kadri Yildirim got, ";Di îslamê de çawa prensîbên aştiyê hene wisa yên şer jî hene. Li gori îslamê eger mirov mecburê şerkirine bibe divê jin û zarokan ji şer dûr bêxin. Lê belê a niha li Rojhilata Navîn DAIŞ jin û zarokan dikujin û bi cesedê wan dilehîze. +Hevşaredara Erdişê Diba Keskin jî diyar kir ku pêşiya DAIŞê di deme wê de ne hat girtin, ji ber vê yekê jî her gava paştire li herêmê îstîfade dike û êrîşan didomîne. +Di panêle beşa pirs û bersivan de mevanan anî zimên ku Ewrûpa li hemberî wan êrîşan bêdeng maye. + + +Amed (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Partî Karkerî Kurdistan(KİP) Omer çetin îro li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. +Serokê DDKDyê şaxa Amedê, Endamê SerokatîyaKomîteya Navendî yê Partîya Demokrata Kurdistan li Tirkiyê(PDK-T) -(Partîya Dr. Şivan),Sekreterê Giştî yê Partî Karkerî Kurdistan(KIPê) (Tradîsyona DDKD ê), DamezrînerêPartîya Girseyî yaDemokratik(DKPê)-(Partiya rehmetî Şerafettin Elçi) Omer Çetin, îro (30.08.2014) saet 19.00 an de jiyana xwe ji dest da. +Endamê Komîteya Rêveberiyê yê Hewldana Partiyeke Kurdistanî Mustafa Ozçelik ji Rûdawê re ragihand ku Omer Çetin îro li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. +Tê zanîn ku Omer Çetin di tevgera Bakurê Kurdistanê ya modernîst de rolek sereke lîstiye. +Omer Çetin bavê 4 zarokan; Farûq, Şîyar, Biyanû Roza bû. +Cenazeyê Omer Çetin sibe li gundê wî Safyayê ya navçeya Bismilê ya li ser bajarê Amedê, dê li axê bê spartin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji destpêka sala 2014an ve heta niha herî kêm 850 hezar kes ji deverên cuda cuda yên Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku herî zêde li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin. + +Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî (NY) di projeyek hevbeş de hemû aware û koçberên ku Başûrê Kurdistanê ne, hesibandin. + +Li gorî daxuyaniya hikûmeta ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, milyonek û 800 hezar kes di nav Iraqê de aware bûne ku zêdetirî 600 hezar kesî tenê di meha Tebaxa îsal de neçar mane ji ber şer û pevçûnan dest ji mal û warê xwe berdin. + +Li gorî daxuyaniya Herêma Kurdistanê, awareyên iraqî li zêdetirî 1000 deverên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin. + +Bi giştî niha li Herêma Kurdistanê derdora milyonek û 400 hezar awareyên iraqî hene ji ber ku 325 hezar kes jî beriya sala 2014an berê xw dabûn Kurdistanê. + +Li gorî hikûmetê ev jî dibe sedema bargiraniyê li ser gelê û hikûmeta Herêma Kurdistanê. + +Aware û koçberên ku li Başûr dimînin herî zêde li parêzgeha Dihokê ne, ji ber ku nêzîkî nîv mîlyon koçer li wê parêzgehê hene û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin, derman, cih û Parastinê heye. + +Tenê di meha Tebaxê de %89ê koçberan berê xwe dan Dihokê. + +Wezareta Pilandanînê ragihandiye, ev hejmara û amar ne amarên bi temamî rast in ji ber ku ji ber zêdebûna koçber û awareyan serjimêrî rasteqîne çênabe lewma dê di heyama çend mehên bê de bi alîkariya NY serjimêriyek rasteqîne li ser koçberan bikin. + +Wezîrê Pilandanînê Dr. Elî Sindî jî got, ev serjimêrî gava yekemîn e bo dabînkirina pêdiviyên seretayî ji bo wan kesên ku di rewşek xirab de dijîn. Di nav çend hefteyên bê de stratejiya me dê eşkere bibe lê birastî karekî zehmet e. Emê ji niha dest bi çêkirina kampan bikin. + +Alîkarê Organîzatorê Karûbaêrn Mirovî yê NY li Iraqê Kavin Kenedî jî li ser vê yekê got, helbet ev erkek zehmet e lê NY û saziyên sivîl ên navdewletî dê heta dawiyê bi hewara koçberan herin. Heta niha bi hezaran ton alîkarî hatine şandin û bi sedan karmendên NY derbasî Herêma Kurdistanê bûne. + +Kavin Kenedî diyar kir, pêşkêşkirina alîkariyan li Iraqê karekî hêsan nîne ji ber ku rewşa ewlehiyê aloz e lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî bêwêne alîkariya me kir û ji nêzîk ve serperestiya vê yekê kir. Ev rewş mîna koçberiya sala 1991an e ji be wê jî divê hemû aliyek xwe tevlî vê yekê bikin. + +Rêje û hejmara dabeşbûna koçber û awareyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê: +Dihok: 543 hezar û 384-%64 +Hewlêr: 170 hezar û 544-%20 +Silêmanî: 136 hezar û 920-%16 + +Bi destpêka şoreşa Sûriyê û guhertinên ku di rewşa Rojavayê Kurdistanê de derketin holê, piraniya medyaya cîhanî ew bûyer û guhertin roj bi roj dişopandin û li ser nûçeyên wê radiwestiyan, lê li gor gotina hin çavdêrên siyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê, di van demên dawî de, ew giringiya ku medyaya cîhanî dida Sûryê û deverên Kurdî li Rojava, nema wek berê û kêm bûye. +Hin ji çalakvanên ku bûyerên Sûriyê dişopînin, di baweryê de ne ku nakokiyên di navebra aliyên opozîsyona Sûriyê û nebûna hewleke cidî ji bo çareserkirina kirîza ku ev zêdetirî 4 salan li wir berdewam dike, bûye sedema ku êdî ragihandin û medyaya cîhanî ewqasî girîngiyeke mezin nede bûyerêrên li wî welatî. +Bi gotina hin ciwanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, pêwîste siyasetmedarên Kurdên Rojava bikaribin li gor wan guhertinên ku li seranserê cîhanê çêdibin, ew jî gavên xwe yên siyasî û aborî pêşde bidin û dezgehên ragihandinê yên xwe, bixin xizmeta doza Kurdî, heta ku medyaya cîhanî jî girngiyeke mezin bide wan. +Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê û heta niha de, nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan di vê sala dawî de gelekî zêde bûye, dibe ku ev yek jî yek ji encamên girngî nedana medyaya cîhanî bi bûyer û şerê li wî welatî be. + +Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê spasiya Endamê Desteya Serokatiya KCKê Murad Karayilan kir ji ber ku gotibû, bila Hevserokê KCKê Cemîl Bayik lêborînê ji hêzên Pêşmerge bixwaze. + +Çend roj berê Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînên xwe de digel hinek rojname û saziyên ragihandina biyanî û tirkî bi tundî êrişî hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kiribû û gotibû, pêşmerge nikarin şer bikin bila Amerîka û Ewropa çekan nedin wan bila bidin PKKê çimkî pêşmerge ";tenê di hizra pere, vîlla û otomobîlan de ne";. + +Li hember van gotinan û li gorî malpera fermî ya PDKê, endamê Desteya Serokatiya KCKê Murad Karayilan ji Cemîl Bayik xwestibû, lêborînê ji hêzên Pêşmerge bixwaze. + +Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgord Hikmet jî di daxuyaniyeke nivîskî de spasiya Karayilan kir û wiha got: ";Em ji ber wê yekê spasiya birêz Murad Karayilan û hemû hevalên wî yên ku hurmeta Pêşmere û Herêma Kurdistanê digirin, spas dikin. Ev helwesta wî di vê dema zor de watedar e."; + +Helgord Hikmet li ser gotinên Cemîl Bayik jî ragihand, tohmet û gotinên Cemîl Bayik li dijî hêzên Pêşmerge yên ku dûrî malbatên xwe û di mercên zehmet de şer dikin û canê xwe didin, niheqî ye. + +Li gorî Hikmet, gotinên Bayik de demekî de tên ziman ku stêrka Pêşmerge ji hemû demekî zêdetir geş e. + + +لسەرتاسەری روژ ھەلاتا ناڤەراست باشورێ کوردستانێ زێدەتر ژ ھەر وەلاتەکێ دیتر پەنابەر حەواندینە و بخوەژی دبارودوغەکێ ئابوریێ لاواز وبێ بودجە وبێ موچە دایە، خەلک دڤی دەمیدا ژ پەرلەمانتارێن کورد یێن جڤاتا نوینەرێن عیراقێ دخوازیت زێدەتر رولێ خوە بگێرن........ +١.. محمەد یاسین: ھاونیشتیمانی +ئەندامەکێ کوردێن ئیزدی یێ خولا بەرێ د پەرلەمانێ عیراقێ، رولێ ھەرئێک ژ سەروک کومارێ عیراقێ و سەروکێ پەرلەمانی و دگەل نوینەرێن کوردا ل ھەمبەری قەزیا کوردێن ئیزدی بێ ھەلویست دھەژمێریت ................... +٢.. مەحما خەلیل: ئەندامێ پەرلەمانی پێشوی عیراق +ئەندامەکا کورد یاکو دوو خولە نوینەراتیا خەلکێ پارێزگەھا دھۆکێ دکەت لپەرلەمانێ عیراقێ، وچورسالێن بوریدا دگەل حەیدەر عەباد کارکریە دلژنەیادارایدا ژ نوکە خوە بیھەلویست نابین.. +٣.. نەجیبا نەجیب: ئەنداما پەرلەمانێ عیراقێ +ھەر ژکەیسێن نەجیبەجێکرنا مادێ ١٤٠ و کارنەکرن بیاسایا نەفت و گازا ھەتا دووماھی برینا قۆتێ خەلکی، ھەمی ژ بەرچاڤێن نوینەرێن کوردا نەدھاتنەپەسەندکرن، لێ پشتی ١٠ حوزەیرانا ٢٠١٤ رەش لعیراقێ بو روەشەکادی، چوارسالێن داھاتدا بارێ نوینەرێن کورد لبەغدا گرانترە ژ نوینەرێن خولێن دەربازبوی. + +Amûdê (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdar ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye, bi hêceta ku ";alîkariya DAIŞê kirine"; fermana derxistina 4 malbatên kurd ji bajarê Amûdê da. Ew malbat jî dibêjin, tohmetên YPGê derew in û em ji bajêr dernakevin. + +Hêzên YPGê roja 26ê Tebaxa îsal li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê avêtin ser mala welatiyê bi navê Memdûh Tixûbî û sê malên din û ew bi alîkarîkirina çekdarên DAIŞê tohmetbar kirin. + +Di wê operasyonên de çekên wan malan ketin destê YPGê û ji wan hat xwestin, divê yan soz bidin ku cardin têkiliyê bi DAIŞê re nekin yan jî divê Rojava biterikînin… + +Yek ji wan welatiyan ji Rûdawê re got, tohmetên YPGê derew in ji ber ku li ser rêbaza Barzanî ne û hevalbendê PDKê ne û ti carî ji Rojava dernakevin… + +Mohleta wan malbatan duh (30ê Tebaxê) qediya… + +Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û guhertinên ku di rewşa Rojavayê Kurdistanê de derketin holê, pirraniya medyaya cîhanî ew bûyer û guhertin roj bi roj dişopandin lê li gor gotina hin çavdêrên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, di van demên dawî de, ew giringiya ku medyaya cîhanî dida Sûryê û deverên kurdî li Rojava, nema wek berê ye û kêm bûye… +Hin ji çalakvanên ku bûyerên Sûriyê dişopînin, di wê baweryê de ne ku nakokiyên di navebra aliyên opozîsyona Sûriyê û nebûna hewleke cidî ji bo çareserkirina kirîza ku ev zêdetirî 4 salan e li wir berdewam dike, bûye sedema wê yekê ku êdî ragihandin û medyaya cîhanî ewqasî girîngiyeke mezin nede bûyerêrên li wî welatî. +Bi gotina hin ciwanên Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e siyasetmedarên kurd ên Rojava bikaribin li gor wan guhertinên ku li seranserê cîhanê çêdibin, ew jî gavên xwe yên siyasî û aborî pêşde bidin û dezgehên ragihandinê yên xwe bixin xizmeta doza kurdî, heta ku medyaya cîhanî jî girngiyeke mezin bide wan. +Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê û heta niha de, nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan di vê sala dawî de gellekî zêde bûye, dibe ku ev yek jî yek ji encamên girngînedana medyaya cîhanî bi bûyer û şerê li wî welatî be. + + +پشتی ئێریشێن گرووپا دەولەتا ئیسلامی داعشێ بۆ سەر هند ناڤچەیێن باشوورێ کوردستانێ، د رۆژا ١٠ێ تەباخێ دە مۆگێرینی، وەزیرا دەرڤە یا ئیتالیا یەکەمین سەرکردەیا ئەورۆپی بوو، کو بەری لۆران فابیوس وەزیرێ دەرڤە یێ فرانسا، د هەڤپەیڤینەکێ دە ئەشکەرا کر کو وێ نامەیەک ژ کاترین ئەشتۆن بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ رە شاندیە و تێدە پێشیارا جڤینەکە ب لەز یا یەکیتیا ئەورۆپایێ کریە کو ل سەر رەوشا ئیراقێ و باشوورێ کوردستانێ گۆتوبێژێن بلەز بێن کرن. +مۆگێرینی هەروەها داخواز کربوو کو وەزیرێن دەرڤە یێن یەکیتیا ئەورۆپایێ د دەربارێ ئالیکاریێن لەشکەری دە بۆ هێزێن پێشمەرگەیێن کوردستانێ گۆتوبێژان بکن. +ڤێ ژنا کو یەکەمین هەولەست ل هەمبەر ئێریشێن داعشێ بۆ سەر باشوورێ کوردتسانێ گرت، نها ل جهێ کاترین ئەشتۆن بوو بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ کو شیانێن بڕیاردانێ هەنە. +د هەڤپەیڤینا کو موگێرینی بەحسا ئێریشێن داعشێ بۆ سەر باشوورێ کوردستانێ کربوو دە، تێکەز کربوو کو ئیتالیا ئامادەیە ئالیکاریا لەشکەری پێشکێشی کوردان بکە. د ڤێ دەمێ ڤە مۆگێرینی وەکە کەسەکە نێزیکی کورد دەردکەڤە. +وەرگرتنا بەرپرساتیا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپایێ ژ ئالیێ وێ ڤە، دبە کو هێڤیەکە زێدە بدە کوردان کو پشتیوانێن کوردان د ناڤا یەکیتیا ئەوروپا دە زێدەتر ببە، ژ بەر کو وێ هەول ددا کو ئالیکاری تەنێ ژ ئالیێن وەلاتێن ئەندام د یەکیتیێ دە هەر یەکێ ژ ئالیێ خوە ڤە نەبە، بەلکی دخواست ببە بڕیارەکە هەموو یەکیتیا ئەورۆپایێ. +تەڤی هەموو رەخنەیێن ل سەر مۆگێرینی کو تێ گۆتن ئەزموونا وێ کێمە، لێ وێ باوەری ب خوە هەیە کو ل هەمبەر هەموو هەڤرکی و ئەرکێن خوە دەرکەڤە. +EU LEADERS 20140830I +ساوندبایت ( فێدریکا مۆگێرینی... بەرپرسی نوێی کاروباری دەرەوەی یەکێتی ئەوروپا): +" ئەز دخوازم سپاسیا هەموو کەسان بکم ب تایبەتی سەرۆکێ حکومەتا ئیتالیا کو ئەو باوەری دا من کو ببم نامزەدێ ڤێ پۆستێ، ئەز دزانم هەڤرکی گەلەکی مەزنن ب تایبەتی کو نها ئەو قاسا زێدە یا کریزان هەیە" +حەتا بەری دەسپێکرنا مەترسیێن داعشێ ژی، مۆگێرینی پشتیوانێ بەرفرەهبوونا پێوەندیێن وەلاتێ خوە ب باشوورێ کوردستانێ رە بوو، د دەما سەردانا مەسعود بارزانی سەرۆکێ هەرێما کوردستانێ د داویا مەها گولانا دەرباسبوویی دە ژی، مۆگێرینی ئاماژە ب ڤێ یەکێ کر کو ئەو ژ پێوەندیێن ئابووری و سیاسی ب حکومەتا هەرێما کوردستانێ دە دلخوەشە و گوت ئیتالیا هەولا بەرفرەهکرنا پێوەندیێن ب کوردان رە ددە. +لێ ئەورۆپیان رەخنەیێن ڤێ یەکێ ل مۆگێرینی هەنە کو ئەزموونەکە باش د سیاسەتا ناڤدەولەتی دە نینە. هەیا داویا رۆژێن بڕیاردانێ ژی پڕانیا سەرکردەیێن ئەوروپا د ڤێ باوەریێ دە بوون کو مۆگێرینی نکارە وێ پۆستێ برێڤە ببە، ب تایبەتی کو دگۆتن د رەفتارێن ب رووسیێ رە ب سەدەما پرسگرێکێن ئۆکراینێ هەیا نها گەلەک نەرم بوویە و وان تو هەلوەستەکە خویا یا ئیتالیا د رێیا وەزارەتا دەرڤە یا ئیتالیا ڤە ل هەمبەر رووسیێ هەستپێ نەکرنە، ژ بلی ڤێ یەکێ ژی مۆگێرینی تەنێ دەما ٦ مەهانە کو وەزیرا دەرڤە یا ئیتالیا یە، هەیا رۆژنامەیێن لۆمۆندا فرانسی دەربارێ وێ دە نڤیساندبوو، دەما دەست بکاربوونا مۆگێرینی وەکە بەرپرسا سیاسەتێن دەرڤە یا یەکیتیا ئەورۆپا وێ رۆژەکە دلتەنگ بۆ ئەورۆپا بە، ژ بەرکو تەنێ شەش مەه ئەزموونا کارێ سیاسەتا دەرڤە هەیە، لێ شرۆڤەکارێن سیاسی یێن ئیتالی بەرەڤانی ل مۆگێرینی کرن و گۆتن، رەخنەیێن ژ مۆگێرینی تێن گرتن بێ بنگەهن، ژ بەرکو ئەو کەسەکە وەکە ئەنگێلا مێرکلا شێورمەندا بلندا ئالمانیایێ یە کو هەتا نها ژی پێوەندیێن خوە ب رووسیێ بەردەوام دکە و کەس ژی رەخنەیان لێ ناگرە، ئاڤا د دەمەکێ دەیە کو مۆگێرینی تو پێوەندیەکە ب ڤی ئاوایی لگەل رووسیێ نەبوویە. + +قەزا شێخان یەک ژ وان قەزایێن باشوورێ کوردستانێ یە کو پرانیا خەلکێ وێ، کوردێ ئێزدی نە. ل وێ قەزایێ، وەک ھەڤوەلاتی دبێژن، رەوش گەلەک ئارامە و دووری شەر و پەڤچوونانە. لێ تەڤی ڤێ یەکێ، ھەژمارەک ژ مالباتێن شێخان مالێن خوە ب جی ھشتنە و بەر ب ناڤچەیێن دن ل پارێزگەھا دھۆکێ کۆچبەر بوونە. +ھەتا ڤێ گاڤێ ژی دەوام ل سازیێن ھکوومەتێ ل شێخانێ نۆرمال و ئاسایییە و نەھاتیە راوەستاندن. ئالیێن پەیوەندیدار و خەلکێ کو ژ شێخانێ کۆچ نەکرنە، ژ وان مالباتان دخوازن کو ڤەگەرن سەر ملک و مالێن خوە. +پەیامنێرێ مە ئەیووب نسری ل ناڤەندا قەزا شێخانێ، راپۆرتەک ئامادە کریە و رەوشا قەزایێ و خەلکێ وێ ژ نێزیکی ڤە شۆپاندیە. + + +پەنابەرێن ئێزدی یێن کو ژ بەر گەف و ئێرشا چەکداران رەڤیانە و کۆچبەری باژارێن دن یێن باشوورێ کورستانێ بوونە، پێویستییا وان ب ئالیکاری و پەرەیان هەیە. +وەزارەتا کۆچ و کۆچبەران یا ئیراقێ ژی، بریار دابوو ژ بۆ هەر مالباتەکە کۆچبەر، ملیۆنەک دینارێ ئیراقی خەرج بکە، لێ ئەو ئالیکارییا دارایی هەتا نها نەگەهشتییە دەستێ کۆچبەران. کۆچبەرێن شنگالێ ژی دبێژن، کۆمیتەیێن کو سەرپەرشتیاریا ئالیکاریان دکن، کارێن وان سست برێڤەدچە. +ھەر تاکە کەسەکێ نوکە لناڤا روژانێن خوەێن ئاوارەیێدا دژیت پێویستی ب دراڤی ھەیە، ژبو وێچەندێ کو دزیترێن دەمدا پەنابەرێن شەنگالێ ھاتی ژ وەرگرتنا ملیون دینارێن وەزارەتا کوچ و کوچبەرێن عیراقێ سودمەندبن، چەندین لژنە ھاتنە پێکئینا لێ وەکو پەنابەر دەنە دیارکرن کو کارێ وان لژنەیا ب گیروبون بریڤە دچیت... +١.حسێن سلێمان: پەنابەر +ئەڤێ ژنێ ژ ملیونةکێ بتنێ ٥٠٠ ھزار وەرگرتنە............... +٢.سەلوا نەبی: پەنابەر +رێڤەبەرێ کوچ کوچبەرێن دھۆکێ ژی دبێژیت خێزانا ئێکەسی دێ بتنێ ٥٠٠ ھزاردینا روەرگریت.... +٣.یەعقوب یوسف: رێڤەبەرێ کوچ و کوچبەرێن دھۆکێ +زێدەر ژ ٧٦٠ ھزار پەنابەر ل سنورێ پارێزگەھا دھۆکێ دئاکنجینە ئەو چاڤەرێ دکەن کو ل بەریکێن خوەدا پارا ببینن چونکی ھندەک پێداویسین ھەنە بدابەشکرنا ھاریکاریان رێکخراو خەلکیڤە بدەست ناکەڤن. + +Dêrik (Rûdaw) – Zarokê êzîdî yê bi navê Ezîz ku li çola Şingalê hatibû avêtin û ji ber germa û birçîbûnê tenduristiya wî bi tevahî têk çûbû, xatirê xwe ji jiyanê xwest…. + +Li devera Şingalê, dema çekdarên DAIŞê êriş kirin birastî jî ";dê weledê xwe avêt";. Dê û bavê Ezîzê biçûk jî nekarîbin wî rizgar bikin û li ser rê avêtibûn. + +Lê hinekan Ezîz dîtibûn û derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Ezîz çend roj bû li bajarê Dêrikê dihat demankirin lê di şerê jiyanê de derda… + +Dê û bavê wî pê re gihîştin lê êdî Ezîz di xeweke kûr de bû… + + +Duhok (Rûdaw) – Nûnerê Mîrê Êzîdiyan û Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan aşkera kir ku, ji bilî pêşmerge tu hêzeke dîtir parastina perestgeha Laleşê nake. +Meclîsa Rûhaniya Êzîdiyan ragihand, bê pêşmerge niha tu hêzeke dîtir Laleşê naparêze divê xelqê dorûberên Şêxanê vegerin gund û malên xwe. + +Nûner û kesayetên êzîdiyan, ji ber alîkarî û yarmetiyên bo koçberên ji gelê başûrê Kurdistanê re , spas kir. + +Kerkûk (Rûdaw) – Waliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) yê navçeya Silêman Begê hate kuştin û 36 çekdarên wan jî hatine girtin. +Peyamnêrê Rûdawê ji Kerkûkê ragihand ku, Ebû Teyibe Waliyê DAIŞê li navçeya Silêman Beg a ser Xûrmatû hatiye kuştin. +Hate ragihandin li heman deverê, hêzên Pêşmerge 36 çekdarên DAIŞê jî dîl girtine. +Agahiyên zêdetir tên… + +Kerkûk (Rudaw) – Li Kerkûkê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna karwanekê otomobîl a hêzên ewlehî de hate teqandin. Hate ragihandin tu kuştî yan jî birîndar nîne. +Serhed Qadir, Birêveberê Ewlehî yê Parêzgeha Kerkûkê ji Rûdawê re got, li taxa 1ê hezîranê vê êvarê, di dema derbasbûna karwanekê erebeyên serbazî de bombeya ku berê hatibû bicihkirin hatiye teqandin. Qadir got, piştre jî karwan ji hêla hin çekdaran ve hatiye gulebarankirin. +Serhed Qadir got, di karwanê de ew (Serhed Qadir) û Helkewt Ebdulla Birêveberê Asayîşê YNKê yê li Kerkûkê hebûn û di encam de tu ziyanek ne gihîştiye kesî û kuştî û birîndar nînin. +Her wiha Serhed Qadir got, hêzên wan bi tundî bersiv dane çekdaran û di operasyon piştî bûyerê de 7 gumanbar girtine binçavan. + +Hewlêr (Rûdaw)- Di lêkolîneke aborî de, rewşa jiyana xelkê Sûriyê ya bin nîrên kirîza 4 salan e ku vî welatê dihejîne asta êş, azar û zehmetiyên ku malbatên Sûriyê rastî wan tên aşkere û diyar dibin. + +Li gor lêkolîna ku aborînasekî Sûrî amade kiriye, pêwîstiya malbata Sûrî herî kêm mehane bi 80 hezar lîreyên Sûrî heye ku bikaribin debara rojane bikin. Lê mûçe li Sûriyê ne zêdetirî 13 hezar lîreyên Sûrî ye, ango tenê derdora 15% ji pêwîstiya malbatê ye. + +Li gor amarên hûr û pîverên navdewletî yên ku pisporê aborî hesab kirine, pêwîstiya malbateke ji 5 kesan pêk tê, mehane bi 45 hezar û 555 lîre ji bo xwarin û vexwarinê, 25 hezar lîre ji bo niştecîbûnê, 4 hezar û 500 lîre ji bo gihandin û veguhestinê, hezar lîre ji bo tenduristiyê, hezar û 250 lîre ji bo xwendinê, hezar lîre ji bo cil û bergan, hezar û 500 lîre ji bo av û elektirîkê û 195 lîre ji bo hûremûran. Ango bi tevahî 80 hezar lîreyên sûrî heye. + +Lêkolîna aborî pala xwe dide amarên nivîsgeha Navendî ya Amarê ku sala 2009an derbarê lêçûna mehane ya malbata sûrî de derçûbû û texmîn kiribû ku divê rêjeya navendî ya pêwîstiya malbateke sûrî 30 hezar û 900 lîreyên sûrî bin. Li gor amarên heman nivîsgehê, rêjeya navendî ya perçivîna aborî, ango tedexuma aborî ji beriya kirîza Sûriyê sala 2010an û heta dawiya sala 2013an gihaştiye 173%. + +Li gor van amarên perçivîna aborî ango tedexumê, malbata sûrî ya ku sala 2009an mehane 30 hezar û 900 lîreyên sûrî xerc dikir niha pêwîstiya wê bi 84 hezar û 400 lîreyên sûrî heye heta ku tevahiya pêwîstiyên xwe yên jiyanê dabîn bike. + +Aborînasê sûrî dibêje ku li gor danasîna navdewletî ku hikûmeta Sûriyê jî qebûl kiriye derbarê hejariya malbatê di sala 2009an de, eger dahata malbatê kêmtirî rêjeya herî kêm a dabînkirina xwarin, vexwarin û xizmetên sereke yên jiyana rojane mîna gihandin, tendirustî, xwendin û cil û berg be ew malbat hejar tê hesabkirin û li gor van pîveran heta ku dahatê malbata sûrî 25 hezar lîre be jî, rêjeyeke mezin ji xelkê Sûriyê di jêr xêza hejariyê de dijîn. + +Di dawiya lêkolîna xwe de, pisporê aborî dibêje ku ji hikûmeta nû ya Sûriyê tê xwestin ku vê cudahiya di navbera mûçe û lêçûna pêdawîstiyên jiyanê de kêm bike û bi rastî astê mûçeyan bilind bike û rêjeya geşepêdana aborî jî zêde bike. +Hewlêr (Rûdaw)- Hate ragihandin, jinên êzîdî ku DAIŞê li Şingalê revandibûn, li Sûriyê tên firotin. Her jinek bi hezar dolarê tê firotin. + +Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê. Jinên êzîdî ku DAIŞê ji Şingalê piştî êrişekê hovanê revandibûn, li Sûriyeyê difiroşe endamên xwe. +Rêxsitna mafên mirovan dibêje, gelek xêrxwazên ereb û kurd hewl didin ku wan jinan bi pereyan ji dest DAIŞ derxînin ku bazar bi wan neyê kirin. + +Ji ber ku DAIŞ wan jinan tenê difiroşe çekdarên xwe, hewldana wan xêrxwazan vala derket û nikaribûn, heta niha wan ji destê DAIŞ rizgar bikin. +Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, hikûmeta Kanadayê 5 milyon dolar ji koçber û awareyên li Herêma Kurdistanê re terxan kiriye her wiha soz şandina alîkariyên leşkerî jî daye Kurdistanê. + +Li gorî malpera fermî ya hikûmetê, Şandeke parlamenterên Kandayê duh bi alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re civiya. + +Di civînê de li ser rewşa penaber û awareyên ku li Herêma Kurdistanê ne, ha axaftin. + +Şanda Parlamentoya Kanadayê ku cara yekemîn e serdana Kurdistanê dike ragihand, hikûmeta Kanadadyê biryar daye 5 milyon dolar wek alîkarî bide penaberên li Herêma Kurdistanê her wiha soza şandina alîkariyên leşkerî jî daye Kurdistanê. + +Şanda Kandayê kirîza niha ya Iraqê xist stûyê hikûmeta Bexdayê û diyar kir, tiştên ku îro li Iraqê diqewimin ji encama siyaseta xelet a Bexdayê ye û bûye sedema wê ku baweriya pêkhateyên Iraqê bi hev nemîne. + +Dîndar Zêbarî ku wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di organîzekirina karûbarên penabaran de bi Netewên Yekbûyî re hevkariyê dike, got, hikûmeta Herêma Kurdistanê ti ferq û cudahiyekê naxe navbera penaberan û alîkariya hemûyan dike û wiha got: + +";Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tenê nikare pêdiviyên hemû penaberan dabîn bike ji ber wê jî pêwîstî bi alîkariya Iraq û civaka navdewletî heye."; + +Hat zanîn, şanda Parlamentoya Kanadayê serdana hinek kampên penaberan ên li Hewlêrê kirine û dê serdana parêzgeha Dihokê jî bikin. +Dihok (Rûdaw) - Gava ku min (H. E) ya 19 salî dît, min rûxsareke din û cudatir tê de têbînî kir; li gor jinên din. Di gotinên wê de min hest kir ku, ti hestkirineke wê li hember nexweşî û azar û zêrandinên jiyanên nemaye. Ji ber ku ew du caran hatiye kuştin, cara yekem wek ew bi xwe dibêje: ";Mêr û xezûr û birayê mêrê min li ber çavên me birin û hemû bi hev re kuştin, lê dû re gava ku min dît çawa destdirêjiyê dibin ser zarokên 10-12 salî, êdî ew kuştin li ber çavê min bû tiştekî pirr hêsantir."; + +(H. E) dayika zarokek 3 salî ye û şêniya (Komelgeha Gir Uzêr) a girêdayî qezaya Şengalê ye. Komkujiyên herî zêde li Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidr li devera Şengalê hatin kirin ji hêla çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), piştî girtina Şengalê ji hêla çekdarên DAIŞê di roja 03.08.2014 de. + +(H. E) yek ji wan jinan e ku bi kom ji hêla çekdarên DAIŞê hatin girtin û dû re ew birin Mûsilê û ew firotin. +Dayika Muyed (H. E) behsa çîroka xwe ji Rûdawê re dike, lê nehişt em wêneyê wê belav bikin, ji tirsa ku ezyetê bigihînin xwişka mêrê wê û xesûya wê ku niha di destê DAIŞê de ne. + +(H. E) got: ";Gava ku em li komelgeha Gir Uzêr girtin, jin û zarok cuda kirin û mêr jî bi tenê hatin cudakirin. Me dît ku destên mêran ji pişt ve girêdan, ew avêtin ser erdê û gulebaran kirin. Mêrê min, xezûrê min û birayê mêrê min jî bi zilaman re hatin gulebarankirin."; +Ew axaftina xwe didomîne û dibêje: ";Pişt re em bi rêz birin Sîba Şêx Xidr û ji wir jî em birin nahiyeya Beac. Li gundê Sikêniyê, jin û zarok li ber çavê me kuştin û em pirr tirsiyan."; + +Herweha got, piştî vê yekê jî ";Gotin werin ser dînê me, heke hûn neyên emê wî jî bikujin. Dû re em birin Şengalê û em dora saetekê li wir hiştin. Xuya bû ku hejmareke din jî bi me re bûn û em hemû bi hev re birin Mûsilê."; + +(H. E) got: ";Çekdarên DAIŞê pirr dijûn û gotinên xirab ji me re digotin. Gotin dînê we hîç û pûç e û werin ser dînê me; hewl didan bi gotina çend dersên olî me bikin misilman. Lê wan têderxist ku zehmet vê yekê bikin. Herçiqasî ji me re digotin, filan tiştî bêjin, me tenê ji neçarî û ji tirsa kuştinê di hin tiştan de bi ya wan dikir."; + +Wê bi çavê xwe kurd di nav çekdarên DAIŞê de dîtine û pê re xeber jî dane û herweha got hinek cîranên xwe yên ereb jî dîtin ku ev çendîn sal in li heman bajarokî bi hev re dijiyan: ";Erebên cîranê me bi wan re hebûn, û ji dirûvê hinekên din jî xuya bû li derveyî Iraqê mezin bûne."; + +(H. E) ku di sala 1995 de ji dayik bûye û tenê zarokek wê heye, got: ";Keç û jinên ciwan hatin cudakirin, jinên bi temen jî hatin cudakirin û li Mûsilê haya min ji xesûya min nema. Ez û hevjîna birayê mêrê xwe bi hev re bûn. Wan got emê wê bibin mal, lê em birin xaniyekî mezin û gotin: ya ku bê vî cihî ti çareya wê nîne û divê mêr bike."; + +Firotinê dest pê kir + +(H. E) bi çavên şil û bi dengekî nizm behsa wan tiştan kir ku qet nedixwest behsa wan bike û got: ";Bi 10, 12 û 15 hezar dînaran kirrîn û firotin bi me dikirin. Her roj 10 caran dihatin nav me û ya dixwestin dibirin, bi taybetî keç ji keçkanî dixistin."; + +(H. E) vegotina çîrokekê dewam dike ku, guh li ti mînakeke vê çîrokê nebûye, ji xeynî çîrokên Enfala kurdan a 1988 û dibêje: ";Hin çekdar hebûn keç ji xwe re dibirin û piştî du rojan gava ji wan zirz dibûn û ji wan têr dibûn, ezyet digihandin wan û ew difirotin kesekî din. Mezinekî DAIŞ hebû keçek firote şofêrê xwe. Min bi guhê xwe guh lê bû ku hinek tirk hatibûn ji bo kirrîna keçan û piştî bazarkirinê, çend keç birin. Erebên Sûriyê jî hebûn behs dikirin ku dê keçan bibin Sûriyê, û dû re her keçek dibirin malekê û zû vendigerandin, min têderxist ku keçika ku bê birin hew vedigere. Hinek caran dihatin û cilên bûkan dianîn, bi zorê li keçan dikirin û ew bi xwe re dibirin."; + +(H. E) bi çavên şil û bi êşeke mezin xeber dide û dibêje: ";Şerm pêwist nake, ez jî hatim firotin. Lê ez nizanim bi çiqasî bû, tiştê ku ez dizanim, ez birim maleke nêzîk, da ku ew erebê sûrî yê ku min firoştibûn wî, min bibe."; + +";Min telefona birayê xwe kir"; + +(H. E) behsa wê yekê kir ku zilamekî jê re got: Êdî tu jina min î. +(H. E) dibêje: ";Min qebûl nekir û got: Dê û bavê xwe ji bîr bikin, me hemû kuştine û Kurdistana Iraqê di destê me de ye, lê vaye telefon û bi xizmên xwe re xeber bide û bêje ez sax im û venagerim. Ev tenê ji bo wê yekê bû ku em bi xwestek û arezûya wan razî bibin û bi wan re li hev bikin."; + +Çawa rizgar bû + +(H. E) behsa rizgarbûna xwe ya balkêş dike û dibêje: ";Saet 12ê şevê bû. Kurê min pirr tî bû û digiriya. Êdî min jî ku li odekê hatibûm girtin, min dît ku derî plastîk e, min her li derî da û min kir hawar, lê kes bi hawara min ve nehat da ku ez bang li wan bikim ku avê bidin kurê min. Min sê çar caran li derî da, lê belê kes nehat."; + +(H. E) axaftina xwe weha dewam dike û dibêje: ";Êdî min rabû derî di cihê kilîtê de şikand û ez çûm min av ji kurê xwe re anî û êdî ew nema giriya. Pişt re guhê min li dengê kesî nebû. Min nihêrî sê kes li wir hebûn. Hersê jî razayî bûn. Min biryar da birevim û ez derketim, min nizanibû bi ku ve biçim. Demekê ez tenê di çiyê de çûm, dû re ez çûm maleke ereb û min ji wan re got, tiştekî weha bi serê min de hatiye û min biparêzin û hûn çiqas pere bixwazin ezê dû re bidim we. Zilamê malê pirr baş derket. Sibehê yekser min li otomobîlê siwar kirin û em ketin nav çend xalên kontrolê yên DAIŞê, gava dipirsîn ew jin kî ye, wî ji wan re digot jina min e. Min jî rûyê xwe girêdabû. Heta em nêzîkî xaleke kontrolê ya pêşmergeyan bû, êdî ew zilam vegeriya û ez jî bi otomobîleke din hatim nêzîkî xala kontrolê ya pêşmergeyan û wan ez gihandim komelgeha Şarya, nêzîkî bajarê Dihokê."; + +Sê keçan xwe xeniqandin + +(H. E) got ku piştî ew hatin civandin û keçan zanîbûn dê çi bînin serê wan: ";Sê keçan li pêşiya çavê min xwe xeniqandin, du ji wan mirin û ya din nemir lê ji hişê xwe çû, bi destmalên serê xwe xwe dixeniqandin, tenê da ku tûşî wê destdirêjiyê nebin. Ew hersê keç, şêniyên gundê Werdiye bûn."; + +(H. E) got ku ew Mûsilê baş nas nake, lê wek guh lê bûye ew li taxa Zirae bûn, li kolana yekemîn û got: ";Ez dixwazim di demeke herî zû de çi kesê ku alîgirê DAIŞ be û bi DAIŞê re be, bi saxîtî li ser rûyê erdê nemîne."; + +Kobanî (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, sala nû ya xwendina û perwerdeyê 15ê Îlonê dest pê dike û dê zimanê kurdî bi awayekî fermî were xwendina. + +Li Rojavayê Kurdistanê û li herêma Kobanî sala xwendinê nêzîk bûye ji be wê jî amadekarî tên kirin û dibistan û xwendingehên ku hilweşiyane dîsa tên nûkirin… + +Sala nû ya xwendinê dê roja 15ê Îlonê dest pê dike û zimanê kurdî dê wek zimanê fermî were xwendina… + +Washington (Rûdaw) - Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Joe Biden Cîgirê Serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê, di rêya pêwendiyeke telefonî de, tekez liser girîngiya bilez pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin. +Nivîsingeha cîgirê serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ragihand ku roja 31ê tebaxê, Biden telefon bo Barzanî kiriye. Di wê pêwendiyê de behsa gehandina alîkariyên mirovî û dirêjkirina operasyonên leşkerî bo ser çakdarên DAIŞê kirine. +Herwiha herdu aliyan behsa rewşa bajerokê Amirliyê û hevkariyên leşkerî yên vê dawiyê navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirine ji bo kontrol kirin û derxistina wî bajerokî ji destê çekdarên DAIŞê. +Nivîsingeya Biden herwiha ragihand ku Barzanî di wê pêwendiyê de pêdagirî li ser bilez pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kiriye. + + +Enqere (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksel diyar kir ku bo pêvajoya aştiyê bidome divê şertên Ocalan yên girtîgehê bên guhartin. + +Civîna Meclîsa Partiya DBP û ya hevşaredariya qediya. Hevserokên DBP Kamuran Yuksal û Emine Ayna li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xistin û encama civîne diyar kirin. + +Kamuran Yuksel ragihand ku li Iraqê û Sûriyeyê pêla neteweperweriyê dibe sedema tundiyê û got, ";Îro roja cihanê ya aştiyê ye. Ji me re aştî ji hemû deman pewistire."; + +Yuksel bo erka nû ya Recep Tayyip Erdogan û ya Ahmet Davutoglu li wan pîrozbahî kir û diyar kir ku her çi qasî kêmasi li pêvajoyê hebi lê disa jî gihayê astayek giring û wiha domand: + +";Ev pêvajo ji bo me gelek giring e. Ji ber pêvajo bidome û bigihê armanca xwe divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên serastkirin. Divê li Îmraliyê sekreterya bê pêk anîn. + +Hevserokê DBPê Yuksel eşkere kir ku rêxistbûna partiyê li parêzgariya û navçeya didome û heta dawiya îlonê xebatên wan dê bidome û paşê jî kongreyekê pêk binîn. + +Kamuran Yuksel doz vekirina lê sîstema hevserokatiyê rexne kir û ji hikûmetê xwest ku sîstema hevserokatiyê pêş ve bixin. + +Şirnex (Rûdaw)- Civaknas Soner Çalişê ku niha li Şirnexê bo alîkariya êzîdiyan dixebite diyar kir ku pêwistiyên êzîdiyan ji cîl û bergan zêdetir li xwarin û vexwarinê hene. +Soner Çaliş ji Rûdawê re ragihand ku nêzikê 14 hezar kesên êzîdi penabarê Şirnexê bûne û got, ";Ev hejmra êzîdiyan bo Şirnex gelek e û nikare rabigire. Gelê Şirnexê bi tenê nikari alîkariya hemûyan bike."; +Civaknas Çaliş eşkere kir ku bo êzîdiyan heta niha piranî betaniyê û cîl û berg hatine şandin û wiha domand: +";Kêmasiyên cîl û bergan gelek nine lê belê kêmasiya xwarin û vexwarinê hene. Îro, sibê dê xilas bibe. Em ji gelê me û platformên me yên ku alîkari bo Şirnex rêbike dixwazin giraniyê biden xwarin û vexwarine. +Soner Çaliş da zanîn di nav penaberan de nêxweşî jî zêde bûye û wiha got: +";Danûstandina min li gel bijîşka hene. Heta niha gelek nexweş hatine derman kirin. Bijîşka ji min re got sedema nexweşiyan piranî ji bo ava pîs û xwarinên xirabûne. Ev yek jî dide xuyakirin divê awarte pêwistiyên xwarin û vexwarinê bi lez pêk bên."; + +Amed (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan balkişand ser şerên Rojhilata Navîn û got, ";Em kurd dikarin di avakirina vê cihanê nû de bibin hêzekê pêşeng."; +HDPê û Partiya Herêmên Demokratik (DBP) bi wesîleya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qeda Îstasyonê mitîngek pêk anî û parlamenterê Amedê Altan Tan, Hevsorekên Şaredariya Amedê Gultan Kişinak û Firat Anli, serokên şaredariyan û rêvebirên partiyan beşdarbûn. +Seroka Partiya DBPê ya Amedê Zubeyde Zumrut destpêka mitînge axift û banga aştiye kir. +Altan Tan ragihand ku li Rojhilata Navîn karesatek mezin heye û wiha got, ";Tevahiya erdnigariya me dişewite. Emê kengê dest ji xwîna hevdu rijandine berdin? Em weke misilman, xiristiyan, êzîdî, sunî şîi, kurd, tirk, ereb, keldanî bi hevre çawa cîhanek nû ava bikin?"; +Parlamenter Tan anî zimên avakirna cîhanek nû mimkûn e û wiha domand: +";Çima em ji xwe re cîhanek nû ava nekin? Îro di pêşiya me de du rê hene, an heta qiyametê emê xwîna hevdu birijenin an jî emê cîhanek nû ava bikin. Em kurd yekîtiya xwe çêbikin em dikarin di avakirina cîhana nû de biben hêzekê pêşeng."; + +Tan bal kişand ser pir dengiyê û wiha domand, ";Bo vê yekê jî ji beriya avakirina Rojhilita Navîn, ya avakirina demokratîk Tirkiyeyê û ya destura bingehî divê em kurd nav xwe de aşîtiyek û yekîtiyek çêbikin. Eger em kurd di nav xwe de pir dengiyê, demokrasiyê pêk bînîn emê di pêşketina Rojhilita Navîn de rollek girîng bigirin."; +Mitîng piştî konserên hunermandan qediya. +Hewlêr (Rûdaw)- Bêtirî salekê ye ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê kongreya xwe ya sêyemîn li paş dixe. ji ber nakokiyên navbera partiyan û her wiha qutbûna rêya navbera herêmên Kurdî de qut bûye, nûnerên Efrîn û Kobanê beşdarê wan civînann nabin. +Li ser lidarxistina kongerya 3emîn ya ENKSê , berdevkê ENKSê li Efrînê Reşîd Şaban (ku serkirdeyê El wedê ye jî) ji Rûdawê re ragihand ew ti carî qebûl nakin ku kongre bêbeşdarbûna nûnerên Efrînê li dar bikeve. +Reşîd Şaban, ragihand ku wan berî heyvekê nameyek ji ENKS re şandibûn û daxwaz kiribûn ku nûnertiya Efrînê ya di nav ENKSê de ji ya niha bêtir be. Niha 17 nûnerên Efrînê hene û ew hejmar gelekî kême û li gorî firehbûna Efrînê divê 30 nûner hebin. +Şaban ragihand ku wan 2 caran name ji ENKS re şandine , lê heta niha bersiv ji wan re nehatiye. Şaban got, mehane 25 hezar dolar ji ENKSê re tê, lê ne pere û ne jî alîkarî digihê Efrînê û da zananîn ku heger bersiv ji me re neyê , emê helwesteke nû bistînin û divê piştguhkirina Efrînê nemîne. +Li ser rola ENKS li Efrînê, Şaban ragihand ku ENKS bi giştî pûç bû ye û bi rola xwe ranabe û got ku roj bi roj baweriya xelkê bi wan kêmtir dibe û kes hebûna ENKSê nizane. +Mistefa Henîfî Endamê Komîta Navendî ya Pêşverû li Kobanê, ji Rûdawê re ragihand ku, wan ji Emîndariya Giştî ya ENKSê xwestiye ku konferansekê li dar bixin û nûnerên xwe ji nava Kobanê bibijêrin lê emîndariya giştî ev yek red kir û gotine divê li gorî pîvanên kongreya berê bê lidarxistin. Henîf got wan jî weke Şaxê ENKSê yê Kobanê ew yek red kirine. +Henîfî ragihand ku, nakokiyên partiyan sedemên li paşxistina kongirê ye û heta niha tiştek ji qerebûyên şehîdan û hawarkariyê negihîştiye Kobanê. +Herwiha Henîfî got ku paşxistina kongreya 3yem a ENKSê, hêviyên xelkê şikandine û divê kongre zû bê lidarxistin û got ku ti kes ji nûnerên Kobanê di Îtîlafa Sûrî de nehatiye destnîşankirin û tenê ji Nûnerên Cezîrê hatine destnîşankirin. +Endamê Komîta Navendî ya PDK-S li Efrînê Ebdilrehman Apo, ji Rûdawê re ragihand ku, têbîniyên wan li ser emîndariya giştî nîne, lê ENKSê li Efrînê ketiye destên partiyeke bi tenê û li gorî biryarên emîndariya giştî kar nake û xwe nêzîkî PYDê dike. +Apo ragihand ku, divê li Efrînê ne şaxek tenê, herî kêm 8 şaxên ENKSÊ hebin û ji Emîndariya giştî vê dixwazin. +Nûnertiyên Efrîn û Kobanê didin xuyakirin, heger ENKS di warê alîkarî û siyasî de wan piştguh bike dê kêşeyeke mezin kongreya ENKSê de derkeve. Heger ew kêşe û gelek kêşeyên din jî çareser nebin, ENKSê wê bikeve rewşeke xeraptir û lawztir. +Hewlêr (Rûdaw)- Li Lubnanê yekîtiya xwendevan û ciwanên demokrat ên Kurdistana Rojava hat damezirandin. +Konferansa damezrandina yekîtiyê, li paytexta Lubnanê Beyrûtê di Dêra Kurdî de hat lidarxistin û hejmareke ciwanên kurdên Rojava amade bûn. + +Xwendevanên kurdên Rojava li Lubnanê ku piştî şerê Sûriyê rewşa wan aloz bûbû, ev rêxistin wek cihê hêviyê dîtin. +Ev yekemîn rêxistin e ku li Lubnanê bo xwendevan û ciwanên kurdên Rojava tê damezirandin. +Endamên yekîtiyê hêvî dikin ku yekîtiya wan bikaribe bi şêweyekî aktîv bixebite û xizmet û çalakiyên berfirhetir di pêşerojê de encam bide. + +Colemêrg (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê bi hevkariya Şaredariya Colemêrgê ya Beşiktaşê bi navê ";Em li Colemêrgê di aştiyê de werin ba hev"; çalakiyeke hunerî û civakî hat lidarxistin. Gelek hunermend, siyasetmedar û rêveberên herêmî li Colemêrgê hatin ba hev. + +Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, Sezgin Tanrikulu Cîgirê Serokê CHPê, Şaredarê CHPê ye Beşiktaşê Murat Haznedar, hunermend Kadir Inanir, gelek nûnerên saziyên sivîl, endamên ‘Koma Çarşiyê’ ku ji alîgirên tîma futbolê ya Beşiktaşê pêk tê û gelek xwendekar di demjimêrên nîvroyê de gihîştin Colemêrgê. + +Qefleya ku ji 200 kesan pêkdihat, pêş ku bigîhîjin navenda bajêr hatin pêşwazîkirin û bi meşê derbasî nava bazarê bûn. + +Pankarta endamên ‘Koma Çarşiyê’ ku di ser de ";Rojek aştî 364 roj şer nabe"; balkişand + +Desteya Bandoyê ya Şarevaniya Beşiktaşê konsereke biçûk da û piştre, Hevseroka Şarevaniya Colemêrgê Dilek Hatipoglu, spasiya xwe ji bo Şaredarê Beşiktaşê û yên pê re serdana Colemêrgê kirine anî ziman. +Şaredarê Beşiktaşê Murat Haznedar jî got, destê aştî û biratiyê ku Şarevaniya Beşiktaşê dirêj kiriye, ji hêla gelê Colemêrgê ve bi awayeke germ hatiye girtin û spasiya xwe bo vê germiyê anî ziman û wiha dom kir: +";Gelê Colemêrgê em bi coşeke mezin pêşwazî kir. Hezaran caran spas dikim bo vê dilgermiya we. Em spas li Çiyayê Kato, Çiyayê Sumbul û Colemêrgê dikin."; +Piştre ";Rêya Aştiyê"; ku bi hevkariya Şarevaniya Beşiktaşê hatibû nûkirin, hate vekirin. +Şarevaniya Beşiktaşê li Colemêrgê dê Lunaparkek jî çêbike. + + +Kerkûk (Rûdaw) – Hate ragihandin ku, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê îro bajarokê Yengîce ku dikeve başûrê rojavayê navçeya Xurmatû ji dagirkariya DAIŞê derxistin. +Êrişa pêşmerge û artêşa Iraqê demjimêr 6:30ê êvarê dest pê kir. Çavkaniyekî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişê de endamên DAIŞê gelek termên xwe û nêzîkî 20 otomobîlên serbazî li paş xwe hîştine û revîne. Heman çavkaniyê got, Yengîce niha dibin kontrola hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye. +Li aliyê dîtir, ev sê roj in li Zûmarê şer dijî çekdarên DAIŞê didome. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji eniyên şer deqîqe bi deqîqe operasyonê dişopîne û zanyariyên digihîne. Hêvîdar radigihîne ku Pêşmergeyan li DAIŞê daye û heta niha ji 70 zêdetir endamên wê kuştine. + +Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Rojhilatê Kurdistanê ya Komeleya Zehmekêşên Kurdistanê (Komele) baskê din ê wê partiyê ku ev çend sal in lê cuda bûye û wek Komeleya Şorşerger a Zehmetkêşên Kurdistanê tê naskirin, bi wê yekê tohmetbar kir ku ";dixwaze Komeleyê ji hev belav bike";. + +Ev demek dirêj e her du baskên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê, Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê dixwazin dîsa bibin yek lê heta niha hewlên wan bêencam mane. + +Beriya niha her du baskên wê partiyê pir geşbîn bûn û digotin, beriya havînê emê bibin yek lê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê dixwaze wê ji hev belav bike û dest deyne ser mal û îmkanatên wê… + +Baskê Komeleyeyê yê bi navê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji aliyê Omer Îlxanîzade û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji aliyê Ebdullah Muhtedî ve tê birêvebirin… + +Partiya Komele herî dawî sala 2006an perçe bibû. + +Navendên serekî yên xebata her du partiyan jî li Başûrê Kurdistanê ye… + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK0 ragihand, di şerê gundê Yengîceyê yê girêdayî bajarokê Xurmatûyê li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê de 5 pêşmerge şehîd bûne ku 2 jê fermandeyên pilebilind bûn. + +Hêzên Pêşmerge duh bi alîkariya artêşa Iraqê karîn gundê Yengîceyê yê girêdayî bajarokê Xurmatûyê bigirin û derbên giran li DAIŞê bidin. + +Sekreteriya Giştî yê YNKê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir, di şerê Yengîceyê de 5 pêşmerge şehîd bûne ku di nav wan de 2 fermandeyên pilebilind jî hene. + +Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û xizmên wan re hatiye xwestin. + +Hewlêr (Rûdaw) Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê (Amnesty International) dibêje, DAIŞê jenosîd û tawanên şer li dijî kurdên Êzîdî li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiriye. Rêxistin daxwaz ji civaka navdewletî dike ku bilez hevkariyên mirovî bighînin penaberên Herêma Kurdistanê. +Rêxistina Amnesty International, raportek di bin navê ";Jenosîdek Bi Pîvanên Dîrokî"; de derbarê êrişa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê belav kiriye û tê de tekez kiriye ku DAIŞê li Şingalê komkujî û jenosîd li dijî kurdên Êzîdî kirine û bi sedan sivîl îdam kirine. +Amnesty International daye zanîn ku belge di destê wê de hene ku nîşan dide DAIŞê gellek komkujî li devera Şingalê pêk aniye ji ber wê jî divê civaka navdewletî bilez alîkariyên mirovî bighînin penaberên Herêma Kurdistanê. +Di raporta Amnesty Internationalê de hatiye gotin ku DAIŞê devera Şingalê kiriye wek kuştargehekê. +Wê rêxistina mafên mirov bal kişandiye ser komukjiya li gundê Koço ku roja 15ê Tebaxê çêbibû her wiha komkujiya gundê Qîniyê ku roja 3ê heman mehê çêbibû. Di encama wan komkujiyan de bi sedan kes ji aliyê DAIŞê ve hatin îdamkirin. +Rêxistina Lêborînê herwiha eşkere kiriye ku bi hezaran jin û zarokên kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û bi hezaran jî ji ber êrişên wê rêxistina radîkal reviyane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, deriyê navbera bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî demkî girtine. + +Fermandariya Giştî ya YPGê li ser korîdora ewlehiyê ya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê ku takerêya hatin û çûnê ye, daxuyaniyek da. + +Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku vê dawiyê êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bûne korîdora ku penaberên êzîdî yên li çiyayê Şingalê asê mane, tê re derbasî Rojava dibin bi awayekî hatiye girtin. + +Li gorî daxuyaniyê, korîdor tenê ji kesên sivîl re hatiye girtin û piştî girtina tedbîrên ewlehiyê dê di nav çend rojên din de dîsa were vekirin. + +Navê fermandarê mezin ê kurd Selahedînê Eyûbî ku li cîhanê bi nav û deng e li Amedê +cara yekemîn li nexweşxaneya fermî ya dewletê hate danîn. Hem rêveberên nexweşxaneyê û +hem jî xelk navê Selahedînê Eyûbî weke encama erênî ya pêvajoya çareseriyê dibînin. + +Pêvajoya aştî û çareseriyê berhemên xwe yên erênî yek bi yek û bi awayeke bêdeng li +nexweşxaneyên Amedê dide. Piştî xizmeta şêwirmendiya kurdî ya ji bo nexweşan û +daliqandina nivîsên bi kurdî niha jî navê nexweşxaneya dewletê hate guhertin. Bi erêkirina +Wezareta Tenduristiyê navê fermandarê navdar ê kurd Selahedînê Eyûbî li nexweşxaneyê +danîn. +Soundby: ¤WA0 4856 Gedîk -¤WA1 5064 Serbijîşkê Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî +Selahedînê Eyûbî li cîhanê fermandarekî pir navdar e. Hem bi nasnameya xwe ya îslamî +û hem jî bi nasnameya xwe ya kurdî tê naskirin. Danîna navê wî berhema pêvajoya aştî û +çareseriyê ye. Hem ji bo Amedê, hem ji bo erdnîgariya me û hem jî ji bo oldaran navekî +sembol e. +Xelkê ku nexweşên xwe tînin nexweşxaneyê jî navê Selahedînê Eyûbî gelek bi qîmet dibînin. +¤WA2 4816 +Vox Pop +Pêvajoya aştiyê li Amedê herî zêde di sazî û dezgehên tenduristiyê de pêk tê. Li gorî +berpirsyaran hêj dê gelek gavên nû jî bêne avêtin. +Stand-Up + +Kobanî (Rûdaw)- Bi mebesta alîkariya xwendevanên Herêma Kobanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-Sê) peymangeheke bê pere bi navê Nûr vekiriye û zêdetirî 500 xwendev têde tên perwerde kirin. + +Wek pêngavekê ji bo hevkariya wan xwendevanên ku rewşa wan ya darayî xerab e û ji bona kêmkirina rêjeya koçkirina ciwanan ji Herêma Kobanî, PDK-Sê Peymangeke taybet bi navê Nûr li Herêma Kobanî vekiriye û bi sedan xwendevanên polên nehan û û 12an bê pere perwerde dike. + +Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) şaxa Kobanê jî, vê gava (PDK-Sê) bi pêngaveke girîng bo xizmeta Gelê Kurd dinirxîne û piştevaniya xwe jêre dide xuyakirin. + +Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê navê nexweşxaneya dewletê ya bajêr hat guhertin û navê fermandarê kurd Selahedînê Eyûbî li nexweşxanê hat kirin. +Pêvajoya aştî û çareseriyê berhemên xwe yên erênî yek bi yek û bi awayekî bêdeng li nexweşxaneyên Amedê dide. Piştî xizmeta şêwirmendiya kurdî ya ji bo nexweşan û daliqandina nivîsên bi kurdî, niha jî navê nexweşxaneya dewletê hate guhertin. +Bi erêkirina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê navê fermandarê navdar ê kurd Selahedînê Eyûbî li nexweşxaneyê hat kirin… + +Hewlêr (Rûdaw)- Saziya Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di encama topbarankirina bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de, bi dehan sivlî hatine kuştin û nêzîkî 60 hezar kesên ereb jî ji bajêr reviyane. +Rêveberê saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê Ramî Ebdulrehman di daxuyaniyekê de ragihand ku di çend rojên borî de taxa Xuwêran a bajarê Hesekê ji aliyê hêzên rêjîmê ve tê topbaran kirin ku di encamê de heta niha bi dehan kes hatine kuştin. +YPG û rêjîma Sûriyê dibêjin, taxa Xuwêran bûye hêlîna çekdarên DAIŞê. +Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku di encama şerê di navbera YPGê û milîsên li taxa Xuwêran de, çend milîs hatine kuştin. +Ji aliyekî din ve, navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku roja yekşema borî, şervanên wan gundên Begara û Zerga li nêzîkî bajarokê Cezaayê yê li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine. +Li gor daxuyaniya YPGê, di 3 rojan de 5 gund li devera Cezaayê ji aliyê YPGê ve hatine kontrolkirin. +Ramî Ebdulrehman da zanîn ku di şerê duh yê navbera hêzên YPGê û çekdarên DAIŞê li devera Cezaayê de, 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. +Wî çavdêrê mafên mirov tekez kir ku %60 ji xelkê taxa Xuwêran a bajarê Hesekê reviyane. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê berê yê Frnasayê François Fillon piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt Hewlêrê.Fillon dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re rûnê. + +Serowezîrê berê yê Fransayê François Fillon, îro gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê. + +Li gorî daxyuaniyekê Wezareta Derve ya Iraqê vê sibehê, François Fillon gihîştibû Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ve hatibû pêşwazîkirin. + +Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku serowezîrê berê Fransayê û Zêbarî peywendiyên Iraq û Frensa û rewşa navxwe û derveyî Iraqê nirxandine. Herwiha behsa piştevaniya navdewletî bo Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê kirine. + +Hoşyar Zêbarî spasiya piştevanî û hevkariya Fransayê kir û pêşwazî li însiyatîfa serokê Fransayê kir, ku daxwaza lidarxistina kongreyekê bo piştevaniya Iraqê li dijî terorê kiribû. Ew kongre dê di demek nêzîk de bê sazkirin. + +Serokomarê Fransayê, François Hollande roja 20ê Tebaxa borî, ragihandibû ku van nêzîkan dê bangewaziyekê bo lidarxistina kongreyekî bike derbarê rewşa elwhiyê ya Iraqê û çawaniya rûbirûbûna DAIŞê. + +Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê kurdên êzîdî, ku ev mehek e li ser çiyayê Şingalê di rewşeke pir xerab de asê mane, Qasim şeşo dibêje her çawa be dijîn û tekez jî dike ku hejmara çekdarên YPGê li Şingalê kêm e û ti şerekî wisa jî ligel DAIŞê nekirine. + +Fermandeyê şervanên kurdên êzîdî yên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo, ji Rûdawê re ragihand, niha li ser çiyayê Şingalê 2-3 hezar şervanên îzîdî hene, lê ji wê rêjeyê nêzîkî hezar û 500 kes bêçek in û pêwîstiya wan bi çekên giran heye. + +Şeşo derbarê rewşa wan malbatên ku li ser çiyayê şingalê asê mane de jî got, her çawa be dijîn lê di rewşeke pir xerab de ne. + +Fermandeyê şervanên êzîdî yên ku çiyayê Şingalê diparêzin her wiha got ku beriya çend rojan ";çend kesên sûrî"; xwestin astengiyan ji me re çêkin lê me rexne li wan kir û şandeke wan hat Şerefedîn û daxwaza lêborînê kirin û gotin ku yên ew kar kirine ne fermandeyên me ne me jî ji wan re got ku eger rê li pêşiya me bigrin dê birayetî di navbera me de nemîne. + +Derbarê hebûna hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) li wê deverê, Qasim Şeşo got: Hejmara wan ne zêde ye, 30-40 şervanên YPGê li ba me ne û nêzîkî 200ên din jî li ser çiyayê Şingalê ne lê heta niha ti şerekî wisa mezin jî ligel DAIŞê nekirine. + +Bi gotina Şeşo, Çekdarên DAIŞê di rewşeke pir xerab de derbas dibin û pir tengav bûne. Armanca wan a sereke dizî û talankirin e. Li hember de moralê şervan û xelkê Şingalê bilind e. Eger çekên giran bikevin destê me, emê êrişî DAIŞê bikin. + +Fermandeyê şervanên Şingalê red kir ku êzîdî bixwazin her welatên biyanî û wiha axivî: Niha piştevaniyeke navdewletî peyda bûye, pêwîstî bi koça bikom nake. + +Amed (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) daxwaza avakirina ";artêşeke hevpar a kurdan"; kirin. Hat gotin, heta niha 25 hezar kurdên êzîdî yên rastî êrişa DAIŞê hatine, koçberî Bakurê Kurdistanê bûne. + +Hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê DBPê Kamuran Yûksek, Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk û parlamenterên HDP’ê derbarê êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê, îro li bajarê Amedê li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîneke çapemeniyê pêk anîn. + +Selahedîn Demîrtaş li ser navê HDP’ê axivî û xwest li hemberî êrişên DAIŞ’ê kurd artêşeke hevpar ava bikin. + +Demîrtaş, destnîşan kir pêdiviya kurdan bi parastineke hevpar heye û wiha got: ";Divê artêşeke hevpar a parastina kurdan bê avakirin. Kîjan dewlet alîkariya çekan bide vê artêşê ne girîng e. Em pêşniyar dikin Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê jî statûyeke taybet bide Şengalê. Ji bo ku em vê hovîtiya DAIŞ’ê bigihînin qada navneteweyî jî em ê şandeyek ava bikin û ev şande dê li welatên Ewropayê, Amerîka, Hewlêr û Qendîlê hevdîtinan bike."; + +Hevserokê HDPê, bêdengmayîna hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên DAIŞ’ê yên li ser kurdên êzîdî jî nerazîbûneke mezin nîşan da. + +Hevserokê KCD’ê Ehmet Turk jî destnîşan kir ku êrişên DAIŞ’ê li hemberî destkeftiyên gelê kurd in û divê kurd yekitiyeke stratejîk ava bikin. + +Ehmet Turk, bal kişand ser wê yekê ku ev pêvajo ji bo kurdan gellek girîng e û wiha axivî: ";Divê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê vê yekê baş fêm bikin; îro roja hebûn û nebûnê ye."; + +Di daxuyaniya Demîrtaş û Ehmet Turk de hat gotin ku piştî êrişên DAIŞ’ê 25 hezar kurdên êzîdî koçberî Amed, Mêrdîn û Batmanê bûne û ew niha li wargehên şaredariyan de dimînin. + +د چهند ڕۆژێن بۆری ده¤WA0 5204 ، هێزێن پێشمهرگهیێن¤WA1 5244 کوردستانێ ل ئهنیێن شهرێ ل دژی چهکدارێن داعشێ ده، گهلهک باژارۆک و ناڤچه رزگار کرن. ئهڤ پێشدهچوونێن پێشمهرگه، ب تایبهت ل ئهنیا شهرێ زومارێ، هێڤیێن کوردێن ئێزدی ب ڕزگارکرنا شنگالێ، مهزن دکه. +گهلهک ژ وان ل بهندێ نه کو لگهل پێشمهرگه بهرێ خوه بدن شنگالێ و باژارۆک و ناڤچهیێن خوه ژ دهستێ چهکدارێن داعشێ دهرخینن. +VT + +Pêşrewiyên hêzên Pêşmergê Kurdistanê cihê dilrehetiya awariyên Çiyayê Şengalê ye ,lewma dîsa ew çavlirêne ko Şengal jî ji destê Daiş ve were derxistin mîna Nahiya Zimar û Bendava Mûsil û dewr û berên wê u ta amedekirina vê raporê şerê Pêşmerge ser bêtirî aliyekî bêrdewame. +.. +Ev yek ji çekdarên li gel hêza Qasim Şeşo ye û wê bizîvre şer ber Mezara Şerfedîn û mîna awareyên Êzîdî çavê wî li wê yekê ye ko her kes alîkar be, di rizgarkirina Şengalê de +.. +Rigarikirina devera Zimar û Rebî´ rê vedike raste rast bi çiyeyê Şengalê re lewma pêşrewyên Pêşmerge giringên nik awareyên Kurdê Êzîdî +.. +Heta niha bêtirî 500 xêzanên Êzîdî li Çiyayê Şengalê ne û Pêşmerge herwiha hêza Qasim Şeşo di çiyayê Şengalê de ne û şerê wan dijî çekdarên Daiş bêrdewame + +Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna bûdceya partiyên siyasî û qanûna Komîsyona Hibijartinan û referandûmê pejirand. + +Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher, di daxuyaniyekê de ragihand, Barzanî qanûna jimare 4 a Komîsyona Hilbijartinan û referandûmê her wiha qanûna jimare 5 a bûdceyê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pejirand. + +Cewher da zanîn, ew qanûn roja 31ê Tebaxa îsal ji aliyê Barzanî ve hatine îmzekirin. + +Tariq Cewher diyar kir ku piştî ku ew qanûn di di rojnameya fermî de hatin belavkirin dê bikevin piratîkê. + +Duhok (Rûdaw) – Li navçeya Rebîa firokekê şer ê DYAye komeke mezin a çekdarên DAIŞê ku bi armanca amadekariya êrişê civiyabûn, bombardiman kir. +Salih Mîranî, fermandarê hêzên pêşmerge yên eniya Zûmarê ji Rûdawê re got, şeva borî nêzîkî 100 çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ), li malek tevî berpirsên xwe civiyan û amedekariya êrişeke mezin kirine. Salih got, lê firokê cengê yê Amerîkayê ev mal û dever bombebaran kiriye. +Li gorî zanyariyan, kombûna wan li mala Fîraz el-Cirba ku kesayetekî mezin yê navçeyê ye hatiye kirin û hate ragihandin ku di encama êrişê de zirareke mezin gihîştiye DAIŞê. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê, komeleyên civaka sivîl ji ber zêdekirina nirxê benzînê xwepêşanda nîşan da. Di çalakiyê de çalakvanekî, bi pêlavê êriş bir ser Dr. Şêrko Cewdet serokê komîteya çavkaniyên sirûştî kir. +Hikûmeta Hêrama Kurdistanê nirxê benzînê bo her lîtreyek wek 900 dînarê iraqî aşkera kir. Biryar di nava civakê de rastî nerazîbûnan hat. Komên civakî li ser facebookê xwe rêxistinkiribûn li pêş Parlementoya Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin. +Elî Mehmûd, çalakvanê komeleya sivîl, pêlavê xwe girt û êriş bir ser Şêrko Behçet ku daxuyanî dida dezgeyên ragihandinê. Mehmûd got, bi armanca protestokirina zêdebûna nirxê benzînê wî serî li vê çalakiyê daye. +Li Herêma Kurdistanê bo taksiyên tîcarî her lîtreyek benzînê 500 dînar hatiye ragihandin û bi kuponê û sînordar tê dayîn. Hê berê bo hemû erebeyên ku kuponên wan heye her lîtreyek benzînê 800 dînar bû lê bê kupon 1250 dihate firotin. +Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî, duh ragihand ku ji ber rewşa aloz a herêmê, şer û pêwîstiya amûrên serbazî û hebûna hejmareke zêde ya koçberan nikarin ji vê hedê jêrtir nirxê benzînê diyar bikin. + +Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê firokekê F-16 di dema firîna perwerdeyî de ket. Pîlotan beriya ku firok bikeve bi paraşûtê xwe avêtin. Di bûyerê de mirî an jî birîndar nîne. +Îro demjimêr 5.10ê êvarê, firokê şer bi tîpa F-16D ku girêdayî Fermandariya 8emîn a Jetê bû di dema firîna perwerdeyî de arize da. +Li gorî nûçeya di ajansan de cih girtiye, 2 pîlotan bi kursiyên hilavêtinê xwe ji firokan dûr xistin û bi paraşûtê hatin xware. Firok li erdê ket û parçe bû. +Piştî bûyerê, ambulans û tîmên agirkujiyê derbasî cihê rûdawê bûn. Piştî bûyerê Balefirgeha Amedê ji firînên sivîl re hate girtin. + +Melek keça 18 salî, yek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ye , wek gelek hevalên xwe, ligel malbata xwe penaber bûye. Ew niha di dikaneke firotina pêlavan de her roj nêzîkî 15 saetan kar dike . +Melek ku dibêje malbata wê li Rojava dewlemendbû û rewşa wan gelek baş bû, dixwast xwendina xwe berdewam bike, lê piştî ew neçar man ji warê xwe bar bikin, rewşa wan hate guhartin û ew mecbûr bû kar bike da ku debara jiyana malbata xwe peyda bike. Kul û derdên Wê keça Rojava zêde ne, lê di kar de jê tê xwestin ku hertim dev li ken be. +Canda, penabereke din ya Rojavayê Kurdistanê ye, xwena wê ewe ku bikarbie bibe parêzer û li Ewropayê xwendina xwe berdewam bike, her çiqas mercên jiyana wê ya niha van derfetan jê re peyda nake, lê ew bê hêvî nabe û ji bo bicîkirina wê hêviya xwe kar dike. +Hin ji van keçên Rojava ji bo dîtina karekî li gor pisporiya xwe berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, lê li gor gotina Nisrîn, gelek xwendekar û xwedî pisporên zanistî di nava penaberên Rojavayê Kurdistanê de hene ku heta vê gavê ti girîngî bi bawernamiya wan tine ye. +Çîroka Hindrîn ji çîrokên penaberên din yên keç cudaye, ji ber ew zewciye û ji ber giraniya jiyanê li Hewlêrê, neçar bû ku li kêleka hevjînê xwe kar bike da ku bikaribin bi hev re, jiayana xwe di nava vê giraniyê de derbas bikin. +Di nava bazarên mezin û xwaringehên bajarê Hewlêrê de, bi sedan keç û ciwanên penaberên Rojavayê Kurdistanê kar dikin û alîkariya malbatên xwe him li Rojava û him jî li Başûrê Kurdistanê dikin, gava ku mirov rewşa jiyana wan bişopîne wê bibîne ku her kesek ji wan xwedî çêrokek taybete. + + +îtîlafa Niştimanî ya Opozisyon a Sûriyê bi awayekî fermî daxwaz ji Komkara Erebî kir, ji bo kursiyê hikûmeta Sûriyê di komkara erebî de bistîne. +komkara Erebî wê li meha Êlonê civîna xwe ya salane ku vê carê li Misrê ye li darbixe. +Hewas Xelîl Egîd, endamê kurd di îtîlaf Sûrî de, ji rûdawê re ragehand: +heta niha çi bersivek fermî ji aliyê Komkarê ve nehatiye, lê di nav îtîlafê bi xwede gelek civînên berdewam hene ji bo çareserkirina hindek pirsên ku bûne cihê nakokiyê di nava îtîlafê de bi taybet piştî vê daxwaza wan ji komkara Erebî. +li gorî Egîd ji rûdawê re gotî : +pirsa herî gerim niha ewe, ku beşdariya îtîlafê wê li jêr navê ( komkara Erebî ya sûrî ) be yan wê li jêr navê ( Komkara Sûrî ) be. ji ber ku li gorî lihevhatina kurdan bi îtîlafê re, îtîlaf divê li jêr navê ( komkara Sûrî ) beşdar bibe di hemî bûnên fermî de navê komra Sûrî bi tenê bi kar bîne . +lê ji aliyê din ve, Yasir el Zakirî nûnerê îtîlafê li bajarê Eynatabê, kongireyekê rojnamevanî li ser kêşeya navê ( komara Erebiya Sûrî ) li dar xist, û ragehand : +gihurîna navê Sûrî, biryareka serweriye ( siyadî ye ) divê bi rêya distorekî herdemî were gihurîn, û ev jî dive perlemanek were helbijartin û nûnerên hemî pêkhatên sûrî têde hebe . +Lewra bi nerîna Zakirî, gihurîna navê sûriyê ji (komara erebî ya Sûrî ) bû ( komara Sûrî ) bi tenê tişteka hûnerî ye û bê wate ye di demê niha de. +Gelo, bi rastî opozisyona sûrî li dûv yasayê dikeve heta ku demokrata be ! ango avên niha bi hiceta bê distûriyê navê Îrobetê li ser sûriyê deynin, di rojên xwe yên normal de û bi pêkhatên din re Îrobîne yan demokratxwazin. + +Tevî derbasbûna heftiyekê di ser bangewaziya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ji bo patî û hêzên Kurdistanî da ku bi gotina ENKSê bi berpirsiyariya xwe ya netewî li hember birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê rabin û hewlên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ji bo tekrewiyê û siyaseta xweferzkirinê bi hêza çekan rawestînin û kongreyeke Kurdî derbarê Kurdistana Sûriyê lidar bixin, lê heta niha ti bersiv ji alî û hêzên kurdistanî derbarê vê bangewaziyê de nehatiye dayin. +Endamê Sekretariyeta Giştî ya ENKSê Feysel Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku heta niha ti bersiv yan helwest ji ti aliyên kurdistanî derbarê bangewaziya Encûmenê de negihaştine destê serkirdayetiya ENKSê. +Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku wan weke sekretariyeta Giştî ev mijar bi xwe ne şopandine û nejî ti komîteya taybet ji bo vê yekê li hundirê Rojavayê Kurdistanê saz nekiriye û wan ev yek ji bo komîteya pêpwendiyên derve ya nûnertiya ENKSê li başûrê Kurdistanê hiştiye ji ber ku ew komîte wê pêwendiyan bi aliyan Kurdistanî re bike. Yûsif diyar kir ku beriya niha jî nameyek hebû û wê komîte vê helwestê jî bi awayekî berfirehtir şîrove û ronî bikin ji ber ku ev karê daxuyanî, bang û nameyan û gihandin û şîreovekirina wan bûye stûbariya nûnerên Encûmenê li başûrê Kurdistanê. +Endamê nûnertiya ENKSê li başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, nûnertiya ENKSê civînekê derbarê vê mijarê û hin babetên din ên têkildarî rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li başûr lidar dixe û di vê civatê de wê gavên ku bên avêtin bipejirîne. +Reşîd herwiha diyar kir ku ji bilî mijara bangewaziyê, nûnertiya ENKSê bi taybetî li ser astengiyên ku tên pêş penaberên rojavayê Kurdistanê çi di nava kampan de û çi li taxan bajaran jî rawestiya ye û derbarê çareserkirina pirsgirêka kefîl de, biryar daye ku şandek ji nûnertiya ENKSê serdana Asayişa Giştî bike daku kefaleta partiyên rojavayê Kurdistanê ji bo kirêkirina xaniyan û karûbarên penaberan bê qebûlkirin. +Roja 28ê tebaxa borî, sekretariyeta Giştî ya ENKSê, bi daxuyaniyekê, bang li partî û hêzên Kurdistanî kiribû ku bi berpirsiyariya xwe ya netewî li hember birayên xwe li Kurdistana Sûriyê rabin û bi gotina daxuyaniyê hewlên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ji bo tekrewiyê û siyaseta xweferzkirinê bi hêza çekan rawestînin û kongreyeke Kurdî derbarê Kurdistana Sûriyê lidar bixin da ku rêz û helwesta kurdî di vê qonaxa hestyar de bên yekkirin. + +Îro piştî nîvro, Şandek ji Şaxê ENKSê li Efrînê giheşt Bakurê kurdistanê û li Bajarê li gel Berpirsên Hukûmeta Opozisyona Sûrî bicivin. +Endamê Serbixwe di Emîndariya Giştî di ENKSê de,Raxib Hesen, ji Rûdwê re ragihand ku ewê sibe 2 pirojeyan pêşkêşî Hukûmeta Demkî bikin, lê wan heya niha lîsteyek ku Hukûmeta Demkî ji wan xwestibû bi navê karmendên ku ji kar hatine avêtin li Efrînê , amede nekirine. + +Kerkûk (Rûdaw)- Kiryarên teqîna Kerkûkê yên beriya hefteyek li Kerkûk û Xurmatûyê hatin girtin. + +Rêvebirê Ewlekariya Kerkûkê Serhad Kadir ji Rûdawê re got, ";Piştî lêpirsînan yên ji beriya hefteyek li Kerkûkê teqîn pêk anîn hatin girtin. Herwiha du wesîteyên bomba pêvekirî jî hatine girtin."; + +Di erbeya hate girtin de 26 kîsê cureya bombayên c-4 û 3 çek û bombayên ji bo teqînê amadê hatin girtin. + +Serhad Kadir ragihand ku bambaya hate girtin teslîme tîma îmhakirina bombeyan hate kirin. +Di her du teqînên Kerkûk de 21 kes û 123 kes jî birindar bûbû + +Hewlêr (Rûdaw) – Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên sirûştî yêHikûmeta Herêma Kurdistanê got, komîteya pîşesazî û çavkaniyên sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê pirsa zêdekirina nirxê benzînê gelek mezin kiriye û hinek kesan jî xwestine vê yekê bikin kêşe. +Hewramî beşdarî bernameya televîzyona Rûdawê bû û got, ji ber şerê DAIŞê erkê hikûmetê girantir bûye û domand, ";Pereyên petrola Kurdistanê ku tê firotin, besî muçeyan nake û hikûmetê milyarek û 500 milyon dolar li ser şîrketên petrolê ferz kiriye."; +Aştî Hewramî da xuyakirin ku, di destpêka sala nû de ev qeyrana budceya niha namîne û domand, ";Erzankirina nirxê benzînê bazarê reş ava dike."; +Şandekê ENKS ya Efrînê çû Bakurê Kurdistanê +Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Şaxê ENKSê li Efrînê Îro piştî nîvro çû Bakurê Kurdistanê û tê payin li gel Berpirsiyarên Hikûmeta Dijberê Sûriyê bicivîn. + +Endamê serbixwe yê Emîndariya Giştî yê ENKSê Raxib Hesen, ji Rûdwê re ragihand ku ewê sibe 2 projeyan pêşkêşî hikûmeta demkî bikin, lê wan heta niha lîsteyek ku hikûmeta demkî ji wan xwestibû bi navê karmendên ku ji kar hatine avêtin li Efrînê , amede nekirine. +Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw)- Rêveberê serbixwe yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku komîteyek pêk hatiye bo serjimêriya nişteciyên Rojavayê Kurdistanê da ku hejmara wan ciwan û welatiyan nasbikin, ku yasaya leşkeriya neçar wan digre, armanca vê yekê jî ew e, ku ciwanan di nava rêzên PYDê de bikin leşker. + +Xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwazin serjimêriya wan ji bona leşkeriya neçar a ku ji aliyê Xweseriya Demoqratîk ya PYD ve hatibû pejrandin, nebe. + +ل سهرجهمێ 1200 خێزانێن ناحیا ئهلقوش یا سهر ب قهزا تلكیفه 500 ژوانا ڤهگهریانه سهر مالێن خوه، سهرجهم خهلكێ ئهلقوش ل 6 مهها 8 مالێن ژ ترسا هاتنا جهكدارێن داعشدا مالێن خوه بجهێلابون، ئێك ژوان ژنێن ڤهگهریاێ دبێژیت ئهف 10 روژه ئهز ڤهگهریایم پێشمهرگهها مالێن مه پاراستبون و هیچ تشتهكێ مه نههاتیه دزین، قهشهیهكێ مهزنێ وێ ناحێ داخاز ژ خهلكێ خوه كر كو ههمى ڤهگهرن، چونكه ئهو دهڤهر ئارامه. +ئهف ژنه مهسیحیه 10 روژه ڤهگهریایه ئهلقوش و ههر وهك ئهو دبیژیت ئهلوقوش ئارامه و ژیان وهكو بهرێ برێڤه دچیت. +بهرى ههیڤهكێ و پشتى داعش هاتینه ناف قهزا تلكیف، خهلكێ ناحیا ئهلقوش كو 45 كم دكهڤیته باكورێ موسل، ههمى ژ ترسا هاتنا جهكدارێن داعش دا ناحیه چولكربوو، 30% خهلكێ وێ ڤهگهریا ج تشتێن وان ێن مال نههاتیه دزین، +ئهلقوش ئێك ژ كهڤنترین ناحیا مهسیحیانه ل دهشتا نهیناوا، ژ هزار و 200 خێزانا بێك دهێت، قوتابێن وێ دخازن خهلك ڤهگهریت و دهواما قوتابخانێ ژى دهست بێبكهت. +ئێك ژ مهزنترین قهشهێى ئهلقوش داخاز ژ خهلكێ وێ دهڤهرێ كر كو ههمى ڤهگهرنه مالێن خوه. +100% ئاكنجێن ئهلوق مهسیحینه و ب دههان دێر و كهنیسهێن مێژویى كهڤنار ل وێ دهڤهرێ ههنه، بشتێ هاتیه جولكرن و تاكو نوكه ژلاێ هێزێن پێشمهرگههى ڤه دهێته پاراستن. + + +VT-02092014-Hakpar-Kongre-Namzet-Amed-BOX: Serokê Giştî ya HAK-PAR'ê Kemal Burkay di civîna Lijneya Serokatiya HAK-PAR'ê de eşkere kir ku ew di kongreya HAK-PAR'ê ya 6'emîn de nabe namzet. Heta niha ji bo namzetiyê Alîkarê Serokê Giştî ya HAK-PAR'ê Bayram Bozyel ku demek berê serokatiya partiyê jî kiribû derbas dibe. +VT +Kemal Burkay piştîkoçberiya geleksalên li Ewropayêvegeriyabûwelêt û dikongreya 5'emîn aHAK-PAR'ê de bubûSerokêGiştîyê HAK-PAR'ê. PartiyaMaf û Azadiyandêdi27'ê Cotmehê de kongreyaxwe ya 6'emîn lidarbixe. SerokêGiştîyêHAK-PAR'ê Kemal Burkay biryargirtkuewdikongreya HAK-PAR'ê ya 6'emîn de nebe namzet. +Soundb¤WA0 4824 ReşîtDel¤WA1 4976 AlîkarêSerokêGiştî ya HAK-PAR'ê: +''Di civîna me yan serokatiyê de Kemal Burkay anî ziman ku ew ji bo kongireyê nabê namzet. Heta niha jî ji bo seroktî an jî namzetiyê tu lêgerîna û xebatekî me tine. Li ser vê yekê jî bêdengî heye. Kemal Burkay 15 roj berê diyar kir ku ew nabê namzet. Lê ew nayê wê wateyê ku em ji bo xwe namzetan nagerin.'' +Piştîku Kemal Burkay eşkere kir kuewnabe namzet dinava HAK-PAR'ê de navênamzetênnûtênîqaşkirin. Ligorîrewşanihadikulîsan de navêserokê bere yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel zêdetirderdikevepêş. Rêveberênpartiyêjîvêyekêrednakin. +Soundby: ¤WA2 4856 Dagtekîn-Alîkarê SerokêGiştîyê HAK-PAR'ê:¤WA3 4976 +''Birêz Bayram Bozyel jî yek ji wan hevalanaye ku dikarê kar û barên seroktiyê bike û vî karî bimeşîne. Di lijneya serokatiyê de hevalên me yên din jî hene ku bikaribin karê seroktiyê hilgrin ser stûyê xwe û bidin meşandin. Êdî em ê di nava xwe de bişewirin û çareyekî bibînin.'' +HAK-PAR 12 sal in hatiyedamezrandin û gelekfiraksiyon û komêncudadi bin serokatiyaAbdulmelîkFirat de divêpartiyê de cihgirtibûn. Bihatina Kemal Burkay re gelekrêveberên HAK-PAR'êjipartiyêîstifakiribûn û gelekkesên din jîtevlipartiyêbibûn. +Natural Voice +Stand-Up + +هندهك ل دهربهرێن دهڤهرا شنگال ل رهخ و دوورێن باژێرێ دهۆكێ ئاكنجى بوینه كو نێزیكن ل جهێن مین رێژكرى، رێخراوهكا نێڤدهولهتى رێنمایێن هشیاریێ ددهته پهنابهران، وهكو رێكخهرێ رێكخراوێ دبێژیت، كو پشتى ئهڤ پهنابهره دزڤرنهوه جهین خۆژى دێ سوودێ ژ ئامۆگاریێن هشیاریێ وهرگرن چونكى چهكدارێن داعش ل دهمێ شكهستنێ گهلهك تهقهمهنیان ل پاش خۆ دهێلن. +*** +پهنابهرێن شنگال گیانێ خۆ ژ چهكدارین داعش قورتالكرینه لێ ژبهر بهر بهلاڤبوونا وان ل جهێن جودا رێكخراوهكا نێڤ دهولهتى وان ژ مهترسیێن مینان هشیار دكهت. +پهنابهر +جهێ هند پهنابهران ژ دهڤهرێن مین رێژكرى نێزیكه لێ ئهو دێ خۆ و زارۆكێن خۆ پارێزن. +پهنابهر +ئهڤ كهسێن پهنابهر نه بتنێ نهو پێدڤى هشیاریا مین و تهقهمهنیانه بهلكو پشتى دچن جهێن خۆژى پێدڤى هشیاریێ نه چونكى چهكدارین داعش تهقهمهنیان ل پاش خۆ دهێلن. +زیاد +دهربهدهران بۆ پاراستنا گیانێ خۆ مال و حالێن خۆ هێلاینه و قهستا دهڤهرین ئێمناهى كرینه. + + +ئێك ژ ئاوارێن شنگال كو هەلبەستڤانە و چەندین هەلبەست ب ئاوارەبونێ دروست كرینە چونكی ئەو بخو ناڤدایە و ئێك ژ هەلبەستێن خو دایە هونەرمەندەكێ كو ل بەرە دەمەكێ نێزیك بیتە ستران و وی هیڤیێن گەش هەنە و داخازێ دكەت خەلكێ شنگال ب ئومێد بن . +ئەڤە حەجی قەیرانی یە هوزانڤانەكێ شنگالێ یە ئەوی ژی وەكی ئاوارەبویان نەخوشی دیتینە ژ شنگال تا گەهشتیە باشورێ كوردستانێ و نوكە ل بنگەهە لالشە ل باژێرێ دهوكێ راستە ئەو ئاوارە بوینە لێ جهێ نوكە لێ دژیت ب مالا خو دانیت و وەكی ئەو دبێژیت خەلكێ باشورێ كوردستانێ یا ژێ هاتی بو وان كریە . +حجی قەیرانی ¤WA0 4840 ئاوارەی شنگال¤WA1 4848 +حجی بێ زار نەبویە و هەستا وی خورت لێ هاتیە بو نڤێسینا هەلبەستا و ئێك ژوان رادەستی سترانبێژ بلند ئێبراهیم كریە كو ل بەرە ل نێزیك بهێتە تومار كرن . +حجی قەیرانی / ئاوارەی شنگال +ژمارەكا مەزن ژ خەلكێ شنگال مال و حالێن خو هێلاینە و هند ژ وان خێزانا كەس و كارێن وان بوینە قوربانی لێ حەجی دخازیت خەلكێ شنگال ژیانا خو ب ئاسای بورینین چونكە ژیان یا بەردەوامە . + + +Hewlêr (Rûdaw)- Bi armanca hevkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAIŞ'ê, hikûmeta Albanya (Arnavûtlûk) dest bi şandina çek û teqeyan bo Başûrê Kurdistanê kir. + +Hikûmeta Albanya di daxuyaniyekê de ragihand: ";Şandina çekan ji aliyê me ve, wek bersivekê ye ji bo daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bo rawestandina pêşrewiyên çekdarên DAIŞ'ê ku niha jî Mûsil di destê wan de ye."; + +Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: ";Beşê yekemîn ji wan çek û teqemeniyan dê were şandin bo Herêma Kurdistanê ku 22 milyon parçeyên çekan li xwe digre wek kalaşnîkov û 23 hezar roket in."; + +Kamîraman..faris mişko + +Hêzeke pêşmergeyên kurdistanê diyariyan ser zarokên derbeder yên kurdê êzîdî li kempa bacid kendal belv dike, +Pêşmergeyên alîkarî radestî zarokê şengalê dikirin ,dibêjin ew divên zarok pêşmerge ji çekdarên daiş nas bikin û tirsa daişê di dilê wan de afirandiye dema êrîşî çiyayê şengalê kirin rakin, + +Kesayet +ئەحمەد ،¤WA0 4808 پێشمەرگە +Ehmed hêzên pêşmergê kurdistan +Penaber +پەنابەر¤WA1 4800 +Dilovan hêzên pêşmergê kurdistan +دلۆڤا¤WA2 4808 ن، پێشمەرگە + +text +Lewma zarokên şengalê çav tirs bûne ji ber tiracîdiya ko li çiyayê şengalê derbaskirin hêzên pêşmergê kurdistanê serdana kempa bacid kendal kir û diyarî radestî zarokên awariyê kurdê êzîdî kir ,mebesta hêzên pêşmerga ji diyariyan ne tenê şahiyê bixin dilê zarokên şengalê +++ +Zarokên li gel dayik û bavên xwe ser rêzan rawestiya bûn da diyariya xwe wergirin çavlirêne diyariyek mestir li gorî wan zaroka ji me re diyakir +++ +Pêşmerge jî wê sozê didin zarokên şengal ko ew bi xwe piştî serdana wê çend demjimêran bi dome îdî dîsa vedigrin sengerên şenger li gel hevalên xwe dijî şekdarên daiş +++ +Ji 360 hezar awareyên kurdê êzîdî 500 xêzan li çiyayê şengalê mane li gorî fermandeyekî hêzên pêşmerge + + + +VT-02092014-Penaberen Suri u Rojavaye Kurdistane-Lubnan-BOX +Inrto .. +Hikûmeta libnanî, ji destpêka şerê Sûriyê de, gazindan ji hejmara zêde ya penaberên sûrî û Rojavayê Kurdistanê, li cem xwe dike, lewre her demê ew biryarên nû derbarê penaberan derdixe, ku belkî bikaribe hejmara wan kêm bike. +Destpêkê hikûmetê 200$ li ser her sûriyekî ku li Libnanê bimîne, sepandibû. +Lê penaberên sûrî û Rojavayê Kurdistanê, bi giştî hejar in, û nikarin vî pereyî bidin. +Niha jî, hikûmetê biryareke nû derxistiye, dibêje; Sûriyê ku bixwaze vegere welatê xwe, ew dê wî ji dana muxalefetê, efû bike. +Ev biryar ji aliyê rêxistinên mafên mirov Li Libnanê, hat rexnekirin, û ew weku hewldanekê ji bo derkirina penaberan, anîn ziman. +- - - - - +VO .. +Dewleta libnanî ji bo ku hejmara penaberên sûrî û Rojavayê Kurdistanê li cem xwe kêm bike, her carê biryarekê derbarê wan, derdixe. Pêşîn wê salê 200 dolar li ser her penaberekî sepandibû. +Niha jî, daku şensekî nû bide penaberên ku dixwazin vegerin welatê xwe, biyareke nû deranî. +Biryar dibêje; Sûriyên ku pereyên niştecîbûnê nedane û muxalefet li ser wan heye, eger vegerin welatê xwe, dewlet dê wan efû bike. +Lê piraniya penaberan hejar in, û nikarin vegerin welatê xwe. +Komisyona Penaberan a ser bi NY jî, piştgirî neda vê biryarê, tevî ku ew her dem li vê yekê mikur tê, ku hejmara penaberên sûrî bargiraniyê ji Libnanê re, dirust dike. +Ev biryar ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirov li Libnanê, hat rexnekirin, û ew weku hewldaneke nû ya dewletê ji bo derkirina penaberan, hat binavkirin. +Li gor Komisyona Penaberan, hejmara penaberên sûrî li Libnanê, nêzî 1.300.000 çê bûye. +Penaberên sûrî, careke din, dibin rojeva hikûmeta libnanî, êdî her ku rêxistinên tundrê êrîşên xwe li ser Libnanê zêde dikin, hikûmet berê xwe dide, pirsa penaberên sûrî. +Dêmek li gor çavdêran, biryara dana pereyên binpêkirinan, pêngava pêşîn a hikûmeta libnanî derbarê penaberan e, pêngavên din jî, hikûmet dê li gor pêşveçûnên ewlekarî, wan destnîşan bike. +---- -- - - - - - - - - - - - - +Axêver: +1. Zeyneb Xelef = Penabereke Rojavayê Kurdistanê. +¤WA0 4840 4984 +2. Berpirseke Ragihandinê ya nivîsîngeha UNHCR li Beyrûtê = Muna Munzir : +Em weku UNHCR ¤WA2 4848 4968 wê yekê nakin, ku penaberên sûrî vegerin welatê xwe. Çunke hêj rewş ji bo vegereke aram, ne guncaw e. Lê kesên ku dixwazin vegerin, em nikarin pêşiya wan bigirin, û tiştekî bikin. +3. Parêzer û Rêvebirê Dezgeha LIFE ya demokrasiyê û mafên mirov = Nebîl Elhelebî.¤WA4 4856 5000 + دبه کو ئهڤ یهک ژ بۆ سووریێن کو کێشهیێن وان ئێن ئهولهکاری ل وهلاتێ وان تونه نه، باش به. لێ پرانیا وان نکارن ڤهگهرن سووری، لهوره، ئهڤ نه چارهسهریهکه ئاکتیڤ و دروست ئه. دڤێ دهولهت ب شێوهیهکی ڕێکووپێک، ژ وان ڕه، کامپان ئاڤا بکه. ئهڤ تهڤلههڤیا بهلاڤبوونا پهنابهران، هم ژ دهولهتێ ڕه، هم ژی ژ پهنابهران ڕه، کێشهیان چێ دکه. لێ ئهگهر کامپ ههبن، ههر دو ئالی دێ ڕهههت بن. + +Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) ragihand ku wan bajarokê Cezaa û gundên derdora wê kontrol kirin. +Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, di 2 rojên borî de, rêxistina DAIŞ'ê êrişî gundê Tehlik û Girê Zagros li rojavayê Kobanî kirin û di encama şerekî de 5 çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin. +Li aliyê din, YPGê ragihand ku şervanên wê li gundê Kûh Şilah yê girêdayî bajarokê Serêkaniyê, kemînek ji grûpeke çekdarên DAIŞ'ê re danîn û di kemînê de 3 çekdar hatin kuştin û 3 otombîlên wan jî hatin têkbirin. +Herwiha, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di kongreyeke rojnamevaniyê de li bajarokê Cezaa de, got, wan Cezaa û çend gundên din li derdora wî bajarokî ji destê DAIŞ'ê derxistine. + + +Amed (Rûdaw)- Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) Lutfi Baksi ragihand ku Hikûmeta Tirkiyeyê kurdan dixapine. + +Baksi ji Rûdawê re diyar ki ku heta niha pakêtên bo çareseriyê hatin eşkerekirin ji bo kurdan ti heq dernekitine û wiha domand: + +";Li gorî hikûmetê, kurd stranên xwe bêjin û govenda xwe bikin ji kurdbûna wan re bes e. Di rojeveya Hikûmeta Tirkiyeyê de ji bo kurdan wek mafên statuyeke siyasî, perwerderiya bi zimanê zikmakî nine. Hikûmet, kurdan digêzirine."; + +Serokê AK Partiyê yê şaxa Amedê Aydin Altaç jî ji Rûdawê re ragihand ku partiya wan ji roja damezîrandin heta niha piştgiriya aştiyê û ya biratiyê dike. + +Aydin Altaç + +Altaç anî zimên bi Recep Tayyip Erdogan bûyî serokomar û Ahmet Davutoglu bûyî serokwezîr pêvajoya çareseriyê xilas nabe û got, ";Şexs bên guhartin jî polîtîkaya AK Partiyê nayê guhartin. Em di domandina pêvajoyê de pêdagirin. Em bibîryarin avêtina gavan bidomînin."; + +Bo çareserkirna pirsgirêkên kurdan ji beriya du salan navbera erkdarên MÎTa Tirkiyeyê û Serokê PKK Abdullah Ocalan de giftûgoyan dest pê kiribû. Di heman deme giftûgoyan de dersa zimanê kurdî li dibistanên dewletê û li dibistanên taybetî jî perwerdeya zimanê zikmakî hatibû pejirandin. + +Hin kurd wan gava tenê qayîl nabînin û daxwaza statuyêk siyasi û perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Li Cezaa ya ku di navbera sînorê Rojava û Iraqe de ye, di şerê hemberî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de 10 şervan jinên jiyana xwe ji dest dane. + +Navenda Medya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di êrîşên DAIŞê yên 19 Tebaxê de heta niha ji komek şervan jinên bêagahibûn û da zanîn wan jinan jiyana xwe ji dest danê. + +Li gor daxuyaniyê navên şervanên jiyana ji dest dane wiha ye: ";Jin Xerbîsan, Baharîn Çiya, Derya Botan, Rûheyv Cûdî, Raperîn Tolhildan, Sozdar Reco, Amara Dersîm, Mizgîn Mahîr, Neval Şeran ve Nûda Cindires . + +Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şeva 2ê Îlonê hêzên YPGê li hember 4 xalên cuda yên çekdarên DAIŞê li gundê Ehmediyê ya ku 35 km dikeve rojhilatê Kobanê êrîş kirine.Herwiha di pevçûna de 13 militanên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên kurd jî jiyana xwe ji dest dane. + +Şervanênh YPGê yên ku jiyana xwe ji dest dane Çiya Kobanê û Bahoz Çiya ye. + +Li gor daxuyaniya YPGê, di heman şevê de çekdarên DAIŞê xwestine êrîş li gundê Talikê yê Kobanê bikin. Êrîşa DAIŞê hatiye şikandin û 7 DAIŞî hatine kuştin. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Şaredariya Wêranşarê Emrullah Cin, ragihand hin êzîdiyên ji Şingalê hatine cem xizmên xwe cihbûne û hin jî li çadirên ji aliyê şaredariyê va hati danin cihbûne. + +Cin di daxuyaniyê de diyar kir ku her roj yên ku ji Şingalê tên zêde dibin û got, ";Hin ji wan cem lêzimên xwe cihbûnê û ji bo yên din jî emê li taxa Oglakçiyê 50 çadiran ava bikin."; +Serokê Şaredariye Emrullah Cin da zanîn binavayî nêzikê xilasbûnê bûyê û wiha domand: +";Em hêvî dikin çadirên bi kareba, ava vexwarinê û avdestxane demekî kurt dê bên qedandin. Em niha pewistiyên sereke pêk tênin. Gelê me jî alikariyê dide."; + +Îro li Bajarê Entabê, Şanda şaxê ENKSê li Efrînê serdana baregeha fermî ya Hukûmeta Demkî ya Opozisyona Sûrî kir, û li gel çend berpirsên hukûmetê civiyan û pirojeyên xwe pêşkêşî wan kirin. +Endamê Şanda ENKSê, Raxib Hesen, ji Rûdawê re ragihand, ku Hukûmeta Demkî ji wan re gotiye ku piroje hatine rawestandin heya avakirina hukûmeteke nû ya opozisyonê, û got ku divê nûnerên ENKSê di Îtîlafê de jî li ser wan pirojeyan erê bikin,lê Hesen got ku heya nûnerên ENKSê di ÎTÎlafê de wan piştguh dikin û behsa wan nakin. +Hesen got, ku Efrîn Bajarekî mezin e û 7 navçeyên wê hene, û çênabe ku Efrîn wek Dirbasiyê an Amûdê be, û got ku ji ber piştguhkirina wan, êdî piraniya endamên serbixwe di ENKSê de li Efrînê , dest ji kar berdane. +Hesen destnîşankir, ku wan weke ENKSê li Efrînê heya niha tiştek ji Emîndariya Giştî wernegirtine, ne per û ne jî hewarkarî, û got eger rewş wisa berdewam bibe, êdî li Efrînê tiştek bi navê ENKSê namîne. +Di vê derbarê de, Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de, Goman Hisên, ji Rûdwê re ragihand ku ew ti carî ji hatina şanda ENKSê li Efrînê agahdar nebûne, û got ku berî hatina şanda ENKSê divyabû agahdariya Emîndariya Giştî bikirna, û pişt re Emîndariya Giştî kutleya Kurdî di Îtîlafê de agahdar bikira. +Goman got divê Şaxê ENKSê li Efrînê têkiliyên xwe bi Encûmena Parêzgeha Helebê re ya Opozisyonê ava bikirna,ji ber ew girêdayî parêzgeha Helebê ne. +Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê, Ebdilsemed Xelef, ji Rûdawê re ragihand, ku şaxê ENKSê ya Efrînê ti name derbarê nerazîbûna xwe ji wan re birênekirine, lê tenê behsa li darxistina kongirê 3êyemîn kiribûn. +Xelef ragihand, ku di kongrê de we para Efrîn,Kobanê,Reqe,Tel Ebyed yan jî Girê spî,û Helebê 50%, û 50yê din jî ya Cezîrê ye.Lê li ser neşandina para Efrînê ,wî ti bersiveke zelal neda, û got ku komîteya darayî ya ENKSê heye û ew berpirsyar e ji ber van kêşeyan. +Xelaf got ku yek ji sedemên ne lidarxitina kongirê, nakokiyên hindir ENKS ye, û ya din jî nebeşdarbûna nînerên Efrîn û Kobanê ye ji ber nebûna rê yê. +Li gorî partiyên ENKS li Efrînê, ew her car têne ûiştguhkirin, û ji despêka avakirina Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê ve, ti alîkarî neghaye Efrînê, û tenê Herêma Cezîr para xwe ji her tiştî dibir. +Berdewambûna van nakokiyan di navbera şaxên ENKSê û Emîdariya giştî de, wê enksê Hêdî hêdî ji hev bixe, û li darxistina kongirê wê tenê çareyek be ku xwe ji nemabûnê xelas bikin. + +Hewêr (Rûdaw)- Gelek penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, xwe ji bo penabertiyeka din amade dikin, û berê xwe didin Ewropayê. +Hewlêr (Rûdaw) – Cepheya el-Nusra, li girên Colanê ku ser sînorê Sûrî û Îsaîlê ye, bi revandina kesên aştîparêz dîsa derket meydanê. + +Tevî ku Cebhet Elnusra şer û pevçûnên giran bi hêzên hikûmeta Sûriyê re dike, opozisyona Sûrî di kiryarên wê de bi gomane û wê bi xizmeta hikûmeta sûriyê tometbar dike . + +Hewlêr (Rûdaw) – John Baird Wezîrê Karên Derve yê Kenedayê vê êvarê gihîşt başûrê Kurdistanê. +John Baird vê êvarê bi rêya Balefirgeha Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê. Felah Mistefa Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re got, tê payîn Baird sibê li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên dîtir ê hikûmeta herêmê re rûne +Baird, îro bi şanda pê re serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû û li gel Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê û Heyder E’badî ku bo sazkirina hikûmeta nû ya Iraqê hatibû erkdarkirin re civiyabû. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPGê), navên 10 şervanên xwe yên keç aşkere kir ku di şerê li navçeya Cezaa ya li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê şehîd bûne. +Li gor daxuyaniyeke YPGê, ew 10 şervanên keç roja 19ê tebaxê peywendî ligel wan nemabû û wenda bibûn û cenazeyên 6 keçan ji wan duh li goristaneke li nêzîk bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi xakê hatin spartin. +Navê wan şehîdan jî evin: ";Jin Xerbîsan, Baharîn Çiya, Derya Botan, Rûheyv Cûdî, Raperîn Tolhildan, Sozdar Reco, Amara Dersîm, Mizgîn Mahîr, Neval Şeran, Nûda Cindires ."; +YPGê di daxuyaniya xwe de herwiha got ku di her du rojên borî de, 20 çekdarên DAIŞê li herêma Kobanî û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn. +Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duh şervanên YPGê êrişî çekdarên DAIŞê li nêzîk bajarokê Til Koçer kirin û otombîleke wan têkbirin, lê YPGê hejmara kuştî û birîndarûn wê êrîşê aşkere nekir. +YPGê herwiha ragihand ku li Herêma Kobanî şervanên wan êrîşî 4 navendên DAIŞê li gundê Ehmediyê li rojhilatê Kobanî kirin, di encam de 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê jî şehîd bûn. + +Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Rêvebiriya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik got, ";Li Tirkiyeyê asîmîlasyona li ser zimanê kurdî didome, ji ber vê jî divê dibistan bên boykotkirin."; +Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya di rojnameyên Yeni Ozgur Politika û Azadiya Welat de ragihand ku, boykota dibistanan dê daxwaziya gelê kurd a perwerdeya bi zimanê dayikî û hewldanên Abdullah Ocalan yên ji bo çareseriya demokratîk pêş ve bibe. + +Bayik di nivîsê de da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka kurd e û wiha domand: +";Divê zimanê dayîkî bê pêşve birin. Heta ev yek pêk neyê, asîmîlasyon û qirkirina çandî nayê rawestandin."; + + +Navenda Nûçeyan (Rûdaw)- Wezîra Bergiriyê yê Îtalya ragihand ku paşê pêwendiyan ligel Hikûmeta Bexdayê, dê dest bikin bi şandina çek û teqemeniyan bo Hêzên Pêşmerge ku niha li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin. +Wezîra Bergiriyê yê ÎtalyayêFederica Mogherini, di parlamentoya wî welatî de wiha got: ";Piştî bi dawî hatina pêwendiyên li gel Hikûmeta Iraqê em dê hefteya bê wan çekên ku me peyda kirine ji Hêzên Pêşmerge re bişînin, bo şerê çekdarên DAIŞê."; +Îtalya jî weke welatên Ewrûpî yên din, razîbûna xwe li ser şandina çek û teqemeniyan bo Herêma Kurdistanê ragihandiye da ku Hêzên Pêşmerge rûbirûbûna çekdarên DAIŞê bibe. +Mogherini wiha jî got: ";Biryar e 10ê vê mehê hikûmeta me 200 parçe çek, 2 hezar rokêt û 950 hezar guleyan, wek hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge bişîne, ku nirxê wan digihê 2.5 milyon dolaran."; +(Reuters) + +Hewlêr (Rûdaw)- Birîkarê Wezareta Pêşmerge bi tundî bersiva daxuyaniyên Hadî Amirî da û dibêje te serê xwe li keviran da û divê Artêşa Iraqê 10 salên din ji nû ve hizir bike şerê Pêşmerge bike. + +Enwer Hacî Osman, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: ";Pêşmerge bûye mijara hemû cîhanê û ji kesî re dernakeve bêrêziyê li hemberî Pêşmerge bike."; + +Ew berpirsê Pêşmerge dibêje dibe ku Amirî li Kerkûkê hatibe serxweş kirin lewra van axaftinan dike. + +Hacî Osman dibêje: ";Hadî Amirî serperiştiya mîlîşyatan dike û helwesta wî ya hikûmetê û mîlîşyatan e."; + +Herwiha tekez dike ku divê Artêşa Iraqê 10 salên din ji nû ve hizir bike şerê Pêşmerge bike."; + +Birîkarê Wezareta Pêşmerge wiha jî domand: ";Hadî Amirî serê xwe li keviran da û ez guman dikim ku li Kerkûkê hatibe serxweş kirin."; + +Enwer Hacî Osman daxwaz jî kir ku îdareya Kerkûkê daxwaza lêborînê bike, ku hiştiye ew kes derbasî Kerkûkê bibe. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, bi siyaseteke hûr û jîrane mamele ligel pirsa firotina petrolê kiriye. + +Kosret Resûl îro di peyamekê de pesnê siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê berhemanîn û frotina petrolê de da û dibêje ku ";hikûmeta berê û niha jî bi siyaseteke hûr û jîrane mamele ligel wê pirsê kiriye. Herwiha kariye çendîn kompaniyayên mezin yên veberhênanê li cîhanê banghêştî Kurdistanê bike."; + +Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de dike û kêfxweşiya xwe ji yekrêzî û yekhewlesta xelkên Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên siyasî û olî û kelturên cuda anî ziman û şerê niha bi ";Şerê ji navbirina hemû bingehên neteweyî û mezhebî li Kurdistanê"; bi nav kir. + +Herwiha tekez dike ku, ev rewş demkî ye û dê ew şer bidawî bê û Kurdistana me vegere rewşa xwe ya asayî û ber bi geşbûna xwe ve biçe. + +Resûl diyar kir jî ku di hemû şer û krîzan de hinek rewşê nexwestî derdikevin holê û daxwaz ji xelkên Kurdistanê kir ku bi canê lêborînê mamele ligel vê rewşê bikin, daxwaz jî ji hemû aliyên siyasî kir ku bi awayek berpirsiyarane mamele ligel rewşa awarte ya niha bikin û ji şerê medeyayî dûr bikevin. + + +Amed (Rûdaw)- Li bajarên kurdan germayiya hewayê dema digihê 40 dereceyê mirov xwe bi ava sûsê ya jê re tê gotin ";kolaya kurdan"; honik dikin. + +Li gorî pisporan ava sûsê kêrî nexweşiyên gurçik û mîde tê û herwiha ji bo honikbûnê jî baş e. Ava ku ji koka sûsê tê çêkirin mirov dikarê her kolaneke Amadê peyda bike. + +Firoşkarên ava sûsê dibêjin ew hem nanê xwe jê derdixin û hem jî mirova honik dikin, xêrê distenin. + +Firoşkarekê yê ava sûsê Nazmi Kahraman diyar kir ku ava sûsê vexwarenekê suriştî ye. + +Mehmet Şerbetçi jî ragihand ev karê ku dike ji malbata wî tê û got, ";Birayê min yê mezin 50 sal ev kar kiriye. Piştî wî birayekê min yê din jî 40 sala kiriyê û vê 35 sale ez jî nane xwe jê derdixim. Ez hem ji mirovan re dibim alîkar, wan honîk dikim hêm jî pereyan qazanc dikim."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Aştî Hewramî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê got, piştî êrişên DAIŞê hinek şîrketên petrolê ji herêmê vekêşabûn, lê niha tirs boriye û çêkirina petrolê zêde bûye. +Bi mebesta petrola Kurdistanê di asta cîhanê de bê nasandin, ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Aborî û Teknîkîk (STEAM)ê, di bin navê ";Mapping the Future of Energy"; (Nexşeya Pêşeroja Enerjiyê) konferansekê îro li Stenbolê hate lidarxistin. +Li gel pisporên navneteweyî yên enerjiyê, Aştî Hewramî jî beşdarê civînê bû. Hewramî di civînê de axaftinek kir û destnîşan kir ku, êrişên DAIŞê bondoreke neyînî ser aramiya Iraqê kiriye û domand: +";DAIŞê xwest Kurdistanê dagir bike û ev yek li herêmê bû sedema hejandinê. Bi welatên cîran re divê em baştirîn têkoşînekê bimeşînin. Divê em kaniyên DAIŞê û piştevanên wê ziwa bikin û nehêlin bibin hêz."; +Hewramî got, ji ber aloziya nava Kurdistanê hin şîrket paş ve xwe kişandine, lê niha tirsa rojên destpêkê nemaye. Hewramî hilberina petrolê kêm nebûye, berevajî zêde bûye û di dema krîzê de tenê xeta Tirkiyeyê kar kiriye. Herwiha, Hewramî got, çêkirina xetên ku zirar dîtine 1 – 2 sal dirêj bike. + +Hewramî got, bo petrola Herêma Kurdistanê bigihîje cîhanê Tirkiyeyê piştrgirî daye wan ispat kiriye ku hevlbendeke baş e. +Di heqê sazkirina hikûmeta nû ya Iraqê de jî Hewramî şertên kurdan wiha aşkera kirin: +";Divê di warê budçeyê de mafên me bên dîtin, rêzbendî hemberî xweserî de hebe. Nakokiyên mijarê petrol û gazê paş de bimînin."; +Konferansa STEAMê, bi armanca nasandina petrola Kurdistanê û ya rojhilata navîn hate lidarxistin. Gelek pisporên navdar jî beşdarî civînê bûn û tê payîn civîn sibê bidawî bibe. + + +Wan (Rûdaw)- Endam û Karsazên Borsa Bazirganiya Wanê (VANTB) ji bo kurdên ezîdî piştî êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê bo kesên ji Şingalê koçber bûyîn 600 kilo alîkariyên mirovahî komkirine. +Alîkariyên mirovahî teslîmê Encûmana Alîkariya Şengal-Rojava ya bin banê Şaredariya mezin ya Wanê hate kirin. +VANTB li ser rexneya ";Ji bo taşteya Wanê bikevî pirtûka Guinesessê ya rêkorê, gelê Wanê hemû seferber kirin lê ji bo kampanyayên penaberan ti teşta nakin"; daxuyanî dan. +Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: +";Borsa Bazirganiya Wanê heta niha tu caran li ser mijarên alîkarî û bûyerên çi yên cîhanê be yên dewletê be û yên herêmê be bêdeng nemayê. Li ser feryada Iraqê, Sûri, Şingalê, Rojava û yên hemû erdnîgariyê em seferber bûne û me alîkariya xwe gihandiyê birayên xwe."; +Li Wanê di serî de VANTB, Odeya Pîşesazi û ya Bazirganiya Wanê (Van TSO) û Komeleya Karsazên Ciwan ya Wanê (VANGIAD) li ser mijara bo taşteya Wanê bikevî pirtûka Guinesessê ya rêkorê, gelê Wanê hemû seferber kirin lê ji bo kampanyayên penaberan tu tişt nekirine, hatibûn rexnekirin. + +Wan (Rûdaw) – Şaredariya Îpekyolû ya Wanê ku plankiribû mîhrîcana bi navê ";Flamingo Festivali"; li dar bixe, ji ber bûyerên Şingalê û nerazîbûnan betal kir. + +Şarevaniya Îpekyolu ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê îro civîna meclîsa xwe li dar xist û biryar girt, mîhrîcana ku her sal li ser Rêya Hevrişîmî li qeraxê gola Erçekê de dihate lidarxistin, ji ber komkujiyên DAIŞê yên li Şingalê betal kir. +3yemîn civîna meclîsa şarevaniyê ji hêla cîgirê şaredar Cevdet Altindag ve bi beşdarbûna endamên DBPyî û AK Partiyê hate lidarxistin. + +Pêşniyara ku Komîsyona Pêşxistina Tûrîzm û Çand û Hunerê anîbû rojevê, bi hemû dengan hate retkirin. Sedemê retkirinê komkujiyên li Rojava û Şengalê hate nîşandayîn. +Hin şarevaniyên DBPê piştî bûyerên şengalê mîhrîcanên xwe betal nekiribûn û ev yek rastî nerazîbûnan hatibû. + +Hewlêr (Rûdaw)- Alîkariyên leşkerî yên hikûmeta Almanya ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di rê de ne ku di nava wan de rokêtên li dijî tankan jî hene. + +Ew alîkarî bi biryara hikûmetê û bi razîbûna piraniya parlamenteran hate kirin ku ev cara yekê ye piştî şerê cîhanî yê duyem, Almanya çekan ji bo hêzeke ku di şer de ye, dişîne. + +Pisporekî çekan li navenda pirsên aştiyê ya navdewletî li bajarê Bonn li Almanyayê dibêje, Almanya dixwaze di rêya şandina wan çekan re, bi awayekî çalaktir xwe di qada navdewletî û li navçeya rojhilata navîn nîşan bide. + + +Kerkûk (Rûdaw) - Îro berbi êvarê, otomobîla ku tijî bombe bû li nêzîkî bazarê Kerkûkê hate teqandin. Hate ragihandin ku di encamê de 11 kes birîndar bûne. +Serhed Qadir Bireveberê Giştî yê Polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re got bûyer rast e û di encamê de jî 11 kes birîndar bûne. +Di heman demê de Helo Necat berpirsê asayîşa PDKê yê Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand, otomobîl markeya opel bû û bi komandayê ji dûr ve li pêş dikanê meyfiroşê hatiye teqandin. +Hewlêr (Rûdaw) - Benaz keça deh salî ku mijara raporeke Rûdawê bû û li perestgeha Laleşê aware ye. Piştî rapor derket xêrxwazekî peywendî bi Rûdawê re danî xwe gihand ba Benazê. Wî xêrxwazê nexwest derkeve televîzyonê an navê wî were ragihandin. +Lewme wî ji me re got ku ev kar bo kurdayetiyê û mirovatiyê kiriye ne ku derkeve ser televîzyonê. +Benaz, bi alîkariya ew xêrxwazê her meh jê re tiştan dişîne kêfxweşî e û li perestegha Laleşê du’yên xwe dewam dike. + +Xelkên Duhokê bi giştî alîkariyan radestî awareyên êzîdiyan dikin û li gorî parêzgarê Duhokê hê alîkariyên rêxistanên navdewletî bi rengekî berfireh nehatine + +Yewnan, ku weke ";dojeha penaberan"; tê naskirin, yek ji rawestgehên sereke ye ji bo penaberên ku ji Afrîqa û Asyayê tên. Heta ku rêya xwe ber bi welatên zengîn yên Ewropayê bidomînin û bikaribin li wir mafê penaberiyê bixwazin. +Yewnan ji bo gellek penaberan bûye zindan û bi hêsanî mirov nikare jê rizgar bibe. Niha jî Êzdiyên Şengalê ku ji ver DAIŞê direvin li vî welatê ewropî asê dimînin. +Li gor hevpeyvîna rojnameya spanî ya dîjîtal ";eldiario.es";, yekemîn grûpa Êzdiyan ku ji Şengalê koçber bûne gihiştiye Yewnanê. Rojname radigihîne ku ev penaberên ku ji gefên Dewleta Îslamî reviyane niha di bin metirsiya vegerandina bilez de ne, yan jî wê tuşî danûstandina xerab ji aliyê polîsan ve werin. +Nûçegîhana eldiario.es rewşa awareyên Şengalê li paytexta Yewnanê wiha vedibêje: ";Erdê xaniyê biçûk li Atînayê bi doşegan tijî ye, 20 kes, di nav de jî sê zarok, di 30 metreyên çargoşe de li salonekê û odeyeke xewê kom bûne. Nîvê van kesan yên xort (18 salî) li cadeyê heya berbangê dimînin, wê çaxê dora wan tê ji bo bikaribin li ser doşekan xew bikin."; + +Ji ber ku ew nikarin derdorê sê an çar hezar Euro bidin, bihayê ku qaçax ji wan dixwazin ji bo ku wan bigihînin ba mirovên wan li Almanyayê, ev penaber niha neçar in ku li Yewnanê bimînin. + +Îbrahîmê ji Başîqê sedema terikandina warê xwe wiha tîne ziman: ";Em weke koran ji mirinê reviyan, bêyî ku em tiştekî bi xwe re rakin. Ne daxwaza me bû ku em werin Ewropayê, lê herêm wê heya gelek salan nearam bimîne, veger jî bêwate ye piştî ku derket holê ku hemû cîranên me dijmin in."; + +Ji ber miameleya xirab ya polîsan, Îbrahîm û yên din heya ku ji destên wan tê ew hewla wê yekê dikin ku li kolanên Atînayê negerin, ji ber tirsa ku rastî gerên polîsan werin û bêne girtin. Rojname radigihîne ku heya niha bi kêmanî 12 Kurdên Êzdî ji aliyê polîsan ve hatine girtin û niha di navendên hewandina penaberan de dimînin. +Hewlêr (Rûdaw)- Rewşa ku ev çend roj in Taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe û bi taybetî piştî bombebarankirina Taxê bi firokeyên cengî, karvedan û helwestên cuda li pey xwe tîne. + +Endamê serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Muhsin Tahir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Encûmenê bûyerên li taxa Xiwêran encam didin gengeşe nekirine, lê bi gotina Tahir heta niha tevlîheviyek û nezelaliyek di rewşa taxa Xiwêran de heye. +Derbarê helwesta ENKSê ji bûyerên ku li Hesekê û bi taybetî li Xiwêran diqewimin, Tahir got helwesta ENKSê zelal û diyar e, ENKSê êrîşên grûpên terorîst li ser Herêmên Kurdî bi tundî şermezar dike û tekez dike ku divê ev Herêm bimînin herêmên aştî û aramiyê. + +Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, ku Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê beşek jê ye, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku roja çarşemê derçûye, ragihand ku taxa Xiwêran li bajarê Hesekê rastî topbarankirin û bombebarankirin bi hemû corên çekên sivk û giran tê û got ew van êrîşan şermezar dike. +Di daxuyaniya Hevpeymaniyê de hatiye ku taxa Xiwêran li bajarê Hesekê ji demekê de bi şêweyekî herêmeke bi çekên giran û sivik û firokeyên cengî ji aliyê rejîma Esed û milîsên hevalbendên wî ve tê topbarankirin. +Li gor daxuyaniyê, jibilî topbarankirin, dorpêçkirinek tund li ser hemû rêyên diçine nav taxê hatiye ferzkirin da ku xelk birçî bibin û neçarî xweradestkirinê bibin. +Di daxuyaniya xwe de, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê topbarankirina sivîlên taxa Xiwêran a ku bi gotina daxuyaniyê dorpêçkirî ye û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ketine, şermezar kir û daxwaza rakirina dorpêça li ser Taxê û cîbicîkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 2165 kir ku li gor bendên wê divê alîkariyên mirovî derbasî hemû navçeyên Sûriyê yên dorpêçkirî bibin bêyî ku destûr ji hikûmeta Sûriyê bê wergirtin. +Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ku navenda Parêzgehê ye, bi awayekî sereke di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên hevalbendên wê û Hêzên Asayiş û YPGê ve dabeşkirî bû, lê piştî kontrolkirina fewcê Mêlebiyê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve, alozî û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên Xiwêran de derketibûn û bi navbênkariya komîteya lihevhatinê û rûspiyên deverê, rêkeftinek di navbera her du aliyan hatibû îmzekirin, lê belê di çend rojên borî de ew rêkeftinê li ser erdê têkçûbû. + +Şemzîna (Rûdaw)- Bakurê Kurdistanê heta destpêka pêvajoya aştî û çareseriyê, nêzîkî sih salan bibû qada şerên di navbera gerilayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê. Niha jî roj bi roj Tirkiye ber bi aşitiyekê ve diçe. Gelo hemwelatiyên ku herî nêzîkî ve şahidiya vî şerî kiribûn, niha çi difikirin? Hevî û bendewariyên wan çi ne? Peyamnerê Rûdawê ev pirs arasteyê niştecihên Şemzîna kir. + +Pêvajoya aştî û çareseriyê ji salekê zêdetir e mijara herî girîng ya rojeva Tirkiyê ye. Piştî şerê nezîkî sî salan niha siyaseta Tirkiyê û kurd ji bo pêkhatineke dîrokî hewl û xebatan dimeşînin. Bajarê Şemzîna yek ji wan deran e ku di dema şerê di navbera PKK û dewletê de herî zêde karigerî ya wî şerî li vê deverê rû daye. Yekem şerê çekdarî li vê navçeyê 15ê tebaxa sala 1984ê dest pê kir. Yekem şanda aşitiyê sala 1999 ji vê navçeyê re derbasî Tirkiyê bû. Sala 2005ê yekem car hêzên tarî yên di nav dewletê de veşartî li vê derê bi awayekî safî aşkere bûn û li ser karên qirêj hatin girtin. +Şemzîna piştî wan hemû serpêhatiyên xwe niha jî li benda aştiyeke mayînde û pêşkevtineke aboriye. Şemzîna di navbera sînorê Rojhilata Kurdistanê û Başurê Kurdistanê de ye û niştecihên vê navçeyê dixwazin navçeya wan bibe navenda bazirganiyê. + +Canan - parlementerê Colemêrgê: +Ev herêma ku niha lê re em dibînin, herêma doskiyan oramar heta diçe Başurê Kurdistanê yek parçe ye. Rewşa niha gelek baş e. Belê vê aştî û çareseriyê di vê pêvajoyê de gelek bandoreke baş li ser vê derê jî daye. + +Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana bajarê Wanê kiribû li wê derê di gel rayedarên dewleta Tirkiyê biryar hatibû dan ku 5 deriyên nû di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bên vekirin ku ji wan deriyan yek jî biryar e ku bajarokê Robaroka Şemzîna bê vekirin. + +Heke vebît karek baş dê dete Şemzîna. Li Şemzîna çi derî nîne, deriyek li wê derê vebît dê baştîr bît. Mesela li milê Helanê vebît gelek baş e. Dibêjin dewleta Tirkan biryara vekirine daye. +Şemzîna her çend li ser sînorê du dewlatan be jî ji derametên bazirganiyê bê par maye û herî zêde êş û jana şêrê giran yê sîh salan bandora xwe li ser niştecihên vê navçeyê hêla ye. li vê navçeyê êdî wek berê karên cotkarî û rênçberiyê jî nemaye û hemwelatî bi derfetên xwe yên gellek kêm hewl didin ku li ser sînoran bi bazriganiya qaçax debara xwe bikin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li Selahedîn pêşwaziya John Baird Wezîrê Derve yê Kenedayê kir. Barzanî got, şanaz in ku bo cîhana azad li dijî terorîstan şer dikin û niha însiyatîf di dest Pêşmerge de ye. +John Baird di serdanê de got, ";Piştgiriya me bo Herêma Kurdistanê heye û pir kêfxweş dibin ku, hemberî terorîstan hun serkevin û welatekî azad, aram û aştîxwaz ava bikin."; +Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî got, ";Xelqê me bi vê serdana we kêfxweş bûye ku di rêya xwe rast de ne bi tenê ye. Her wiha bo gelê me û bo pêşmerg şanaziye ku li dijî terorîstan şer dikin."; Barzanî di beşeke dîtir a axaftina xwe de wiha got: +";10 sal in ku em di bin abluqayê de ne. Pêşmergeyan ne bi amûran, bi îradeya xwe dijî terorîstan şer kir. Îro di qada şer de înîsîyativ di destê pêşmerge de ye û gurz e ke bitesîr li terorîstên DAIŞê daye. Bi piştgiriya dost û cihana azad, pêşmerge bi hêzeke mezin şikandina terorîstan didomîne."; +Barzanî her wiha got, ji ber derfetên nebes ên Herêma Kurdistanê niha koçber di dibistanan de dîmînin, lê çareseriya bingehîn cihek bo wan avakirin e. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih, bersiva Serokê rêxistina Bedir a şîe ya Iraqî, Hadî Amirî da û ragihand, gotinên wî ne rewa ne û ti carî tiştên ku ew dibêjin dê bicîh neyên. + +Berhem Salih, di daxuyaniyekê de dibêje: ";Baştir e ku ku Hadî Amirî bîne bîra xwe dema ji ber rêjîma Sedam reviyabû û Pêşmerge li Qeredaxê ew xistibû himêza xwe, ku pêşmerge pêşengê xebata gelên Iraqê bû li dijî dîktatoriyeta Beisê."; + +Herwiha Berhem Salih di daxuyaniya xwe de ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, dibêje: ";Piştî rizgarkirina navçeya Amirliyê ji destê DAIŞê ku bi hevkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge çêbû, Hadî Amirî bi wê serkeftinê serxweş bûye, lewra ev daxuyaniyên wî derbarê Kerkûkê û Pêşmerge de, rewa nînin û ne di cihê xwe de ne û ti carî ev gotinên wî bicîh nayên."; + +Duh (4ê Îlonê) Serokê rêxistina Bedir, Hadî Amirî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, bi tundî êrişî Wezareta Pêşmerge kiribû û gotibû: ";Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê wezareteke neserkeftî û vala ye. Hebûna Pêşmerge di destûrê de nîne, tişta ku heye artêşa parastina sînor e."; + +Tê zanîn, Hadî Amirî li bajarê Kerkûkê jî di civîneke rojnamevaniyê de bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm re jî bi heman tundiyê êrişî hêzên Pêşmerge kiribû. + +Gotinên Amirî rastî nerazîbûneke berfireh a rayedarên leşkerî û siyasî her wiha raya giştî ya Başûrê Kurdistanê hat. + +Mûsil (Rûdaw) -Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çiyayê Zertikê û çend gundên din li navçeya Xazirê ya Mûsilê kontrol kirin û heta niha şer û pevçûn berdewam in… + +Nûçegihanê Tora Medyaya Rûdawê, Renc Cemal, li eniyên şer ragihand ku hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê li nêzîkî bajarê Mûsilê, çiyayê Zertikê kontrol kirin û niha di pêşrewiyê de ne ber bi nahiyeya Başîkê ya girêdayî Şingalê. + +Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li eniya Giwêrê Sîrwan Barzanî, ji Rûdawê re ragihand, şeva borî Hêzên Pêşmerge li gundê Mişarê li eniya Guwêrê, otomobîleke DAIŞê ya ji curê ";Hummer";û 2 otombîlên din ên çekdarên DAIŞê şewitandin. + +Barzanî her wiha da zanîn, di encam de 3 çekdar hatin kuştin û heftên din jî birîndar bûn. + + +Başîk (Rûdaw) – Di şerê li eniya Xazirê ya Mûsilê de 6 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin û 4 jî dîl ketin destê pêşmergeyan. Hat zanîn hêzên Pêşmerge dora nahiyeya Başîkê ya Mûsilê jî girtine. +Fermandeyê Hêza Heftem a Pêşmerge li devera Başîkê Behram Erîf Yasîn, ji Rûdawê re got ku hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê êrişî çekdarên DAIŞê kirin û karîn çiyayê Zertikê bi temamî bigirin. +Fermande Behram Erîf Yasîn da zanîn, hêzên Pêşmerge 4 gundên derdora çiyayê Zertikê (Baedrê, Kaniya Kewan, Sêvdînan, Aşqelan) ji destê DAIŞê derxin. +Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di şer û pevçûnên li Xazirê de herî kêm 6 çekdar hatin kuştin û 4 çekdar jî dîl ketin destê pêşmergeyan. +Erfî Yasîn anî ziman ku hêzên Pêşmerge dora nahiyeya Başîkê ya girêdayî Şingalê jî girtine û heta niha şer û pevçûn didomin. +Nahiyeya Başîkê nêzîkî bajarê Mûsilê û li ser rêya Dihokê ye. Piştî ku Mûsil ketibû destê DAIŞê Başîk jî ji aliyê çekdarên ve hatibû dagîrkirin. + +Kerkûk (Rûdaw)- Li gor agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çekdarên DAIŞê keçên Kurdên Şingalê li sînorê navçeya Hewîce ya Kerkûkê difroşin. Rêveberê polîsê bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir, ew nûçe piştrast kir û got: ";Bi rêya zêdetir ji jêderekî, agahî gihiştine destê me ku çekdarên DAIŞê keçên Kurdên Şingalê li sînorê navçeya Hewîce difroşin."; + +Polîsên Kerkûkê hewil dane ku wan keçan ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin, lê hewlên wan bêencam mane. + +Serhed Qdir li ser vê mijarê dibêje: ";Me bi rêya jêderên xwe zanî ku ew keç ji Mûsilê anîne sînorê navçeya Hewîce û li çend malan de hatine bicîhkirin û niha jî wan difroşin. Me ligel îdareya Parêzgeha Kerkûkê û bi rêya çend kesan re pir hewl da ku wan keçan rizgar bikin, lê hemû hewlên me bêencam bûn."; + +Li gor agahiyên Rûdawê, ew keçên li navçeyên Tilzeheb, Ebasî, Zab û Hewîcayê ne, hejmara wan 25 keç in û li malên parlamenter yan polîs û rêveberên fermangehên navçeyê danîne, ku çekdarên DAIŞê destê xwe danîne ser xaniyên wan û dagîr kirine. + +Beşek ji wan keçan li navçeya Ebasî û li mala efserekî polîs bi navê Segir ne ku berpirsekî DAIŞê bi navê Mihemed Teha Ebdulwehab, ew keç anîne wê navçeyê. + +Herwiha yên navçeya Hewîce ji aliyê berpirsekî DAIŞê bi navê Ebû Hesen ve anîne û li mala kesê bi navê Teha Ehmed Xizir li gundê Şemilan girtî ne. + + + +Natural Vois (Muzîk): +Her welatek û miletek bi vexwarineke xwe navdar e. Bajarê Amedê jî li Bakurê Kurdistanê bi ava sûsê bi nav û deng e. Di kelagerma havînê de, ji bo ku tîna germahiya xwe bişkênin û dil û hinavê xwe hênik bikin qurtek ava sûsê têr dike. Dema dibe havîn li Amedê li ser her kuçeyê muheqeq çend firoşkarên ava sûsê hene. Ew vê vexwarinê weke Kolaya Kurdan bi nav dikin. +Soundby: Nazmî Kahraman¤WA0 4856 -¤WA1 4824 Ava Sûsê: +''Kola ji nebata sûsê çêdibe. Lê her çiqas di ji nebata sûsê çêbibejî ew vexwarineke kîmyewî û dijî tendirustiyê ye. Lê ava sûsê ne wisa ye. Ava sûsê vexwarineke xwezayî û bi tendirûstî ye. Ew derman e. Li gor min ava sûsê kolaya kurdan e.'' +Beriya vexwarinên navdar kola û gazozan li bakurê Kurdistanê tenê dew û ava sûsê dihat firotin. Ava sûsê weke mîrateyeke bav û kalan tê dîtin. +Soundby: Mehmet Şerbetçî¤WA2 4880 -¤WA3 4824 Ava Sûsê +'' Birê min ê mezin karê avê sûsê ji xwesiya xwe girt. Xwesiya birê min jê re çêdikir û wî jî difrot. Birê min di 50 sal ava sûsê firot. Birê min ê mezin karê ava sûsê piştre da birê min ê dîtir. Wî jî 40 sal ava sûsê firot. Piştî wî firotina ava sûsê ma ji min re. Ez jî 35 sal in ava sûsê difroşim.'' +Kesên ku carek ava sûsê vedixwin û êdî nikarin xwe ji vê şerbetê bêpar bihêlin. Bêyî vexwarina ava sûsê sebra wan nayê. +Vox Pop: +Li gorî firoşkaran ava sûsê ji bo gelek nexweşiyan derman e. Lê bijîşkên ku vê yekê diparêzin û yên li dijî vê îdiayê derdikevin jî hene. + +Tirbespiyê (Rûdaw)- Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-Sê) li Ewropayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Asayişa PYDê li gundê Dugirê yê nêzîkî Tirbespiyê, 5 kes girtine. +PDK-S di daxuyaniya xwe de diyar dike ku di van rojên dawiyê de, ji ber ku gellek kes naxwazin di nava PYD de, leşkeriya neçar bikin, ji aliyê Asayişê ve tên girtin. +Daxuyanî her wiha dibêje, PYD û Asayîşa wê, kesên ku girtine, bi ";hevalbendiya DAIŞê, dizîn û qaçaxcîtiyê"; tawanbar dikin lê ew tohmet, bêbingeh û vala ne. +Li gor daxuyaniyê, navên 5 kesên ku hatine girtin, ev in: Ehmed Xerbî Ebas, Siyamend Ebdulhemîd Ebas, Kawa Mihêdin Ebas, Silêman Elî Salih ku di ofîsa PDK-Sê de karmend e û Civîn Hesen Seido weke Hesen Emîno tê naskirin. +Li aliyekî dî, li gundê Mistefawiyê yê nêzîkî bajerokê Girkêlegê jî dîsa ji ber heman sedemê, Asayişa PYDê avêtin ser malên gundiyan û xortekî bi navê Celal Remedan binçav kirin. +Herwiha xelkên gund Mistefawiyê tekez kirin ku Asayişa PYDê avêtin ser mala welatiyên bi navê Mihemed Seyîd Mehmûd û kurê wî yê bi navê Metîn girtin, ku temenê wî 19 sal e û xwendevanê zanîngehê ye. +Asayişa PYDê ciwanekî bi navê Hazim Remedan yê temen 22 salî jî li bajerokê Girkêlegê girt. +Li ser vê nûçeyê, PYDê û Asayîşa ser bi wê ve heta niha ti daxuyanî nedane. + +Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebera Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê gefê li wan malbatên ku serjimêriyê qebûl nakin, dixwe û dibêje: ";Eger hûn vê yekê qebûl nekin hûnê bibin ecnebî";. Hiqûqnasekî kurd jî dibêje, ev serjimêrî karekî baş e. + +Li ser serjimêriya ku vê dawiyê ji aliyê rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, gellek gengeşe û pirs û guman bi xwere anîne holê. + +Jêderekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got ku girûpek kesên kurd ser bi rêveberiya demkî, li bajarê Qamişloyê diçin malên kurdan û daxwaza hejmara endamên malbatê dikin, lê ew malbat vê yekê red dikin ji ber wê jî gef li wan tê xwarin û ji wan re wiha tê gotin: ";Eger hûn hejmara xwe nebêjin hûnê bibin Ecnebî";. + +Ango gefa wê yekê li wan tê kirin ku ew kesê ku";deftera malbatê"; nede dê bênasname bimîne di Kantona Cezîrê de. + +Lê ji aliyê din ve mafperwer Serokê Komîteya Mafên Mirov ya Kurdî li Sûriyê (RASID) Silêman Îsmaîl, ji Rûdawê re ragehand: + +";Em çi metirsiyê di vê serjimêriyê de nabînin, ev girûpa ku serjimêriyê dike, gellek pirsan dike, ne bi tenê pirsa kesên ji 18 heta 33 dike, ango pirsa milk, mal, tirombêl û hejmara fermanberan di malê de û gellek pirsên din jî dike."; + +Silêman Îsmaîl her wiha berdewam kir û got, tiştekî baş e aliyekî fermî yê kurdî serjimêriyê bike çimkî heta niha jî berpirsên partiyên kurdî nizanin ka hejmara kurdan di Sûriyê de çend e. + +Deftera Malbatê: Nasnameyek e ku navên dê û bavê û zarokên wan tê de ne. + +Li Sûriyê beriya niha kurdên ku nasnameya wan tineba ji wan re digotin ";ecnebî";. Lê piştî şoreşa Sûriyê beşek ji wan kurdan nasnameya sûrî wergirtin lê hinek heta niha jî bênasname ne. + +کوردێن ئێزدی د هەر بۆنە و هەلکەفتەکە دە، سەردانا پهرهستگهها لالشێ دکن کو جهێ هەری پیرۆزە د ئۆلا ئێزداتیێ دە. نها 3 هەزار و 100 کوردێن ئێزدی ل لالشێ کۆچبەر بوونە و کهسێن ل دهڤهرێن دن ژی پهنابهربوونه تێنه لالشێ، لهوما ئهو رەحهتیا دهروونیا خوه د پەرەستگەهێ دە دبینن. + +Hewlêr (Rûdaw)- Fermaneyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya devera Başîkê ragihand ku Hêzên Pêşmerge 2 gundên din yên wê eniyê xistin bin destê xwe û niha ji 2 aliyan ve Başîk dorpêç kirine. + +Hemîd Efendî, fermandeyê Hêzên pêşmerge li eniya bajerokê başîkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: Hêzên Pêçmerge li eniya Başîk gundên Elsiquf û Kanî Kewanî ji destê çekdarên DAIŞê derxist in û niha ew 2 gund bi temamî ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrol kirin û niha ji 2 aliyan ve Başîk dorpêç kirine. + +Hemîd Efendî herwiha dibêje ku 5 çekdarên DAIŞê dîl ketine destê pêşmerge û 20 çekdarên din jî hatine kuştin, şer berdeweam e û ji aliyê çiyayê Zertik û bajerokê Bertele tenê çend ketîbeyên DAIŞê mane û direvin û navçeyên piş xwe topbaran dikin. + +Ev jî di demekê de ye ku balafirên şer yên Amerka berdewam in li ser bombebarankirina çekdarên DAIŞê li eniyên şer navbera Hewlêr û Mûsilê û li eniya Xazir jî Hêzên Pêşmerge di pêşrewiyê de ne. +Musul (Rûdaw) – Peşmerge Güçleri, dün geceden beri düzenlenen operasyonlarda toplam 29 IŞİD mensubunu öldürdü. +Musul’un Şengal ilçesine bağlı Başik nahiyesinde iki köy daha kurtarılırken, çıkan çatışmalarda 20 örgüt mensubu öldü. +Rûdaw’a konuşan Peşmerge Güçleri Komutanı Hamid Efendi, ";Başik nahiyesinin Elskof ve Kani Kevane köylerini IŞİD örgütünden aldık. Başik nahiyesi iki ayrı koldan kuşatıldı"; dedi. +Komutan, çatışmanın devam ettiğini ve 5 IŞİD örgütü mensubunu da esir aldıklarını söyledi. +ABD Ordusu’nun savaş uçakları Erbil – Musul arasında Irak- Şam İslam Devleti (IŞİD) örgütü mevzilerini bombalarken, muhabirimiz, Hazir bölgesinde çıkan çatışmalarda 6 IŞİD'linin öldürüldüğünü, 4'ünün de esir alındığını bildirdi. +Rûdaw’a konuşan Peşmerge Güçleri Komutanı Sirvan Barzanî de, Güver Cephesi’nde dün gece 3 örgüt mensubunun öldürüldüğünü, çatışmalarda 7’sinin de yaralandığını aktarmıştı. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê girtina bajaroka Başîqê de îro 3 berpirsên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn. +Se’dî Ehmed Pîre endamê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) di rûpela xwe ya facebookê de şehîdbûna wan fermandaran aşkera kir. +Se’dî Pîre dide xuyakirin, "; Îro dema operasyona rizgarkirina Başîqê ku girêdayî parêzgeha Mûsilê ye 3 fermandarên bi navê Eşqî Surçî berpirsê hêzên Akrê yê YNKê, Cemal Mihemmed Salih birpirsê Pêşmergeyên YNKê û fermandar Nazim Neqîbî şehîd bûne."; + + +Haber Merkezi – Ağrı’nın Doğubayazıt ilçesindeki Ağrı Dağı'nda gerçekleştirilen anma programına ilişkin ilgili kurumlar tarafından suç duyurusunda bulunuldu. +Alınan bilgiye göre, dünbazı basın yayın organlarında yer alan "Ağrı Dağı İsyanı Anması" başlıklı haberin içeriği eylemine yönelikilgili kurumlar,Doğubayazıt Cumhuriyet Başsavcılığı'na suç duyurusunda bulundu. +Cumhuriyet Başsavcılığı tarafındankonu hakkında tahkikata başlanıldığı ifade edildi. +Yapılan eyleme yönelik ilgili birimlerce, yasalar çerçevesinde gerekli diğer çalışmaların da yürütüldüğü öğrenildi. +Bu arada, HDP Bitlis Milletvekili Hüsamettin Zenderlioğlu, AA muhabirine yaptığı açıklamada, bazı basın kuruluşlarındaAğrı Dağı'ndakigösterilerin yapıldığı yerde olduğunun yazıldığını,bunun gerçeği yansıtmadığını söyledi. +Dağda etkinliklerin yapıldığı sıradaDoğubayazıt'a yakın bir parkta düzenlenen programda olduğunu ifade eden Zenderlioğlu, şöyle devametti: +"Ben yukarıda yapılan gösterilerin olduğu alanda değildim. Bir gazetecinin yapmaması gerekir. Eğer benim orada olduğuma dair fotoğrafım varsa kanıtlaması gerekir. Bu basın ahlakına uygun değil. Bence etik değil. Bunun üzerinden kendilerine prim mi yapmak istiyorlar? Bu, Lice'deki olaylar gibi körüklenmeye çalışıldı. Kamuoyunda öyle gördüm. Bence yanlış bir olaydı." +Kışkırtıp ve tahrik etmeanlayışının doğru olmadığını vurgulayan Zenderlioğlu, "Sürecin ruhuna ve gelişimine uygun şekilde hareket etmemiz gerekir. İnsan her istediğini her yerde söyleyemez, dediğini de her yerde yapamaz. Bu toplumsal bir etiktir" diye konuştu. +MilletvekiliZenderlioğlu, kendisinin orada bulunduğunu yazan basın kuruluşları hakkında suç duyurusunda bulunacağını da kaydetti. + +Hewlêr (Rûdaw) – Behram Erîf Yasîn ku di hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de General e ragihand li çiyayê Zertike di navbera Pêşmerge û endamên DAIŞê de pevçûn derketiye û di encamê de 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 6 kes jî hatine girtin. Hate ragihandin di nava kuştî û girtiyan de kesên biyanî jî hene. +General Behram Yasîn ji Rûdawê re derbarê operasyona Pêşmergeyan bo bidestxistina çiyayê Zertike de agahî da. Yasîn got, demjimêr 5ê sibê di bin fermandariya Dr. Roj Nûrî Şawês û Hemîd Efendî li Eniya Xazir û Eniya Başîq êriş li çekdarên DAIŞê hate kirin û domand: +";Êrişa hêzên Pêşmerge bi piştevaniya firokên cengê pêş de çû û Pêşmergeyan di nava demeke kurt de Çiyayê Zertike xistin bin kontrola xwe. DAIŞê xwe hemberî vê êrişê ranegirt û zû şikest."; +Zanyarî di destê Rûdawê de hebûn ku di nava komên DAIŞê de biyanî hene û General Yasîn jî ev yek piştrast kir û got, 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 6 çekdar jî hatine girtin ku, di nav wan de biyanî jî hene. +Heman fermandarê got, di heman êrişê de 15 otomobîl û gelek çek jî hatine bidestxistin. General Yasîn got, çiyayê Zertike û dorûberê çiya di bin kontrola hêzê pêşmergeyan de ye û niha rewş aram e. + + +Duh êvarî, Asayîşa Bajarokê Girkêlegê avête ser Gundê Mistefawiyê û 3 kes girtin. +li gorî agahiyan, duh demjimêr 8ê êvarî otombêleke Asayîşê ku Doşka bi ser ve bû,3 gundiyên Gundê Mistefawiyê bi Navê Metîn Mehmûd yê 19 salî ,Hazim Hemdo yê 22 salî û Celal Remezan, girtin, ji ber ku ew razî nebûn ku Deftera Malê bidin komîteya ku li malan digeriya ji bo leşkeriya Neçarî. +Xwediyên girtiyan jî, nerzaîbûna xwe dan nîşan, û çûn serdana Navenda Asayîşa Bajêr kirin ji bo zanîna sedemên girtina zarokên wan, lê Asayîşê jê wan re got ku li ser daxwaza dozgeriya Giştî ew hatine girtin, û êşî Asayîşê ji girtina wan hersê kesan tine ye. û ji xwediyê girtiyan re gotin ku wê îro wan girtiyan bibin dozgeriyê. +Li Bajarê Dirbasiyê jî, li Gundê 2 Girê, duh Asayîşê 5 welatî bi navê Siyamend Ebas, Ehmed Ebas,Kawe Ebas,Silêman Salih û Civîn Sehdo, bi tawana derbaskirina kevneşopên dîrokî bo derve, hatin girtin. û yek ji wan girtiyan ku bi navê Silêman Salih karmend e di gargeha PDK-Sê de li wî Bajarî. +Li gorî hinek agahiyan, çend rojan berê, komîteyeke bi ser Rêveberiya Xweser ve li bajar û Bajarokên Cezîrê li malan digeriya û daxwaza Deftera Malbatê dikir bi hiceta dabînkirina kar ji xurtan re û anîna alîkariyê ji gundiiyan re, lê ji metirsiya ku zarokên wan bibin Leşkeriya Neçarî, xelk razî nebûn ku Deftera Malbetê bidin, ji ber vê jî girtin çêdibin. +2 mehan berê, Encûmena Yasadanînê li Kantona Cezîrê, Yasaya Leşkeriya Neçarî wek erkeke civakî û yasayî pesend kiribû, ku ji her malekê xurtek çi kurd be û çi jî Ereb be, ku temenê xwe ji 18 heya 30 saliyê be, divê Leşkeriya neçarî 6 mehan bike, û ya keçan jî xwebexşî ye. +Tevî nerazîbûna Partiyên ENKSê li ser yasa Leşkeriya neçarî, berpirsên Rêveberiya xweser ragihand ku ew nerazîbûn tiûştekî normal e ,lê yasa divê bicî were. + +vt-05092014-rewsa xelkin heseke-rojava-box +Intro +ev nêzî heyvekê şer û pevçûnên dijwar li bajarê hesekê rûdide di navbera hêzin hikûmeta sûriyê û hêzin ypg li dijî çekdarin daşê û çekdarin xiwêran û di vî şerîde rewşa milet pir xerab bûye û gelk ji kurdin bajar jê kuçber bûn ka em bihevre rewşa xelkên bajarê hesekê di vê VT de bişûpînên +text + +ev nêzî heyvekê şer û pevçûnên dijwar li bajarê hesekê rûdide di navbera hêzin hikûmeta sûriyê û hêzin ypg li dijî çekdarin daşê û çekdarin xiwêran +piştî holdana yê dawî bi derbaskirina bajar û kontrolkirina wî û di vî şerî de rewşa milet ber bi xerabûnê çûye +¤WA0 4832 4808 +stby 1--xalid cebir nîvskar +piştî êrîşa hêzin ypg li ser taxa xiwêran ku piraniya nişteciyên wê erebin necad perestî ji aliyê ereba û kurda de çêbû û ev yek hişte ku dan û standin li gel kurd û ereb li hesekê kêmbibe +¤WA2 4824 4792 +stby 2--mesûd abê hemwelatî +silêman hec dawid yek ji kurdin taxa ezîziyê ye ku kurdin wê taxê zêdetir li 50 % reviyan taxin kurdî ji tirsa ereba lê ew li taxê maye û wê yekê vedigerînê ku hawin yê ku ji aliyê taxa xiwêran li ser taxin kurdî dikevin li ser taxin ereba nakevin +¤WA4 4880 4936 +stby 3-- silêman hec dawûd endamê enks şaxê hesekê +zêdetirî nêvî ji kurdin bajarê hesekê ber bi qamişlo yan amûdê û yê ku abûriya wî alîkar be pêre ew ber bi dewletin oropî diçe +¤WA6 4824 4792 +stby 4--samir ebas pizîşk +tê zanîn ku hemû zaningehê parizgeha hesekê li bajarê hesekêne û kolêjin yê ku li taxa xiwêran û neşwa hatine rawestandin ji ber rewşa ewlekarî +stand up +taxin kurdî bi awayekî giştî hatiye dorpêçkirin ji aliyê hêzin ypg û asayîş lê tiştê ku metirsiyê li ser kurdan çêdike ewin hawinê ku ji taxa xiwêran ve tê + + +Vt-05092014-Kembuna Derman-Rojava.mpeg +3- Dermanên Mar û Diwîşk û Segên Har Zehmet li Kobanî Peyda Dibin + +Întro: +Ji metirsiyên li ser jiyana xelkê herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê, +kêmbûn û qutbûna dermanên gelek nexweşiyan li navendên tenduristî û +dermangehanin, dema ku Mar û Diwîşk bi xelkê dadidin, an Segekî Har bi kesî +digre, derman ji wan kesan zehmet têne peydakirin, û jiyana wan dikeve +metirsiyeke mezin. + +Kampa Domiz, ku êdî bûye bajarokek ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê, wê guhertinek têde çêbibe. +Hejmara penaberên di kampê de, wê ji 54 hezaran dakeve 35 heta 40 hezaran. +Sedemên vê yekê çine? +Penaberê di kertên nerêxistî de bûn wê bi ku ve werin veguheztin? + + +text +Kompaniyeke girêdayî encûmena werzîrên tirkiya li komlgeha şariya kempeke avadike,ev kemp li gorî pilanên hatine danîn wê ser astekê bilind were amedekirin û li gorî pirensîpên netwên yekgirtî ji kempên penabera re +kompaniya tirkî vê kempê wê bi temamî amede bike û radestî rêveberiya kempên parêzgeha duhokê bike herwiha li zaxo jî di kempekê de kardikin + +Afad + +Kompaniya cibicîkar jî tirkiye li gorî wan wê elktirîk,av,di bin zemînê de were kişandin bo kempê herwiha av germ wê bi riya energiya eltirnatîv engo bedîl were dabînkirin + +Cîbcîkar + +Rêveberiy kempên parêzgeha duhokê dibêin wê ev kemp têra 20000 penaberî bike û ew dibî nin divê hewldan bêrdewam bin ko rêxistinên berê xwe bidin başûrê kurdistanê bo amdekirina kempin din +Salim se´îd +Amdekariya 4000 kon,nexweşxaneyekê,markêtekê û pêdiviyên din li vê kempê tê kirin + + +كوردێن ئهڵمانیا هاریكاریێن خۆ دگههیننه دهبهردهرێن شنگالێ ل كۆمهلگهها شاریا، كوردێن وهڵاتێ ئهڵمانیا كهمپینهكا كۆمكرنا هاریكاریا، ددان و 8 ئۆتۆمبێلێن جل و بهرگ و پێتڤیێن ژن و زارۆكان كۆمدكهن. چار ئۆتۆمبێل گههشتن و یێن دیتر ژی بڕیڤهنه ددرۆژێن داهاتیدا دێ بگههن، دهربهردهژی دبێژن مه پێتڤی بههموو هاریكارییهكێ یه نهك تهنێ جلكان چونكی ل ههر جههكی هاریكاری ناگههنهمه، تایبهت یێن مالێن وان ل جهێن نهدیارن. +.................................................................................................. +8ئۆتۆمبێلێن بارههلگر، چار ژوان گههشتینه و لوان جهان بهڵاڤبووینه یێن كو رێژهكا زۆرا دهربهدهران لێ ئاكنجی بووین، ویێن دیتر ژی بڕێڤهنه، ئهڤه هاریكاریێن كوردێن ئهڵمانیایێنه بتایبهتی یێن ل باژێڕێ كۆڵن و دهروروبهرێن وێ دئاكنجی. كهس ژوان نههاتیه لێ ئهوان كهسهك وهكو نوینهرێ خۆ لڤێره دهستنیشانكریه. +مهروان عهلی ، وینهرێ وی خهلكی دبێژیت:"ئهڤ هاریكاریه یێن كوردێن موسڵمان و كوردێن ئێزدیینه و دیسانژی هندهك یێن ئهلمانژیكن ئهڤه كارهكێ پیرۆزه و ئهڤ هاریكارییه پێك دهێت ژ جلكان و پێتڤیێن ژنان ژی". +دهربهردهێن كو ژ سهرۆمالێ خو تنێ سهرێ خۆ رزگاركری، نوكه ههر ژ قوتابخانان تاوهكو كاڤێلێن ئاڤاهیان ژیدا دئاكنجینه، ل دهڤهرێن جوداجودایێن پارێزگهها دهۆك، ئهوانپێتڤی بههر هاریكارییهكێنه. +براهێم رهشۆ دبێژیت: "مه چ لگهل خوه نهئینایه، ئهم ههما هۆسا یێت هاتین، ههما چ بینن خوارن بیت جل بن چ بیت مه دڤێت". +حهسهن كولی كهسهكێ دیتره، دبێژیت: "مالا وان ئاڤا ئهم گهلهك زۆر سۆپاسیا وان دكهین، دا بۆ ته بیژم، ئهڤه ل ئهم هاتینه ڤێره مه تشتهك وهرنهگرتیه و چ نهدایه مه، تشتهك نهگههشتیه مه ، ههر كهسێ بدلێ وان بیت ددهنێ یێن دیتر نادهنێ". +بهشێ دوویێ ژئاخفتنێن مام حهسهن كولی كو گازنده ژ نهگههشتنا هاریكاریان بۆ ئهوان مه رویبڕو ئێك ژ ئهندامێن تیمێ سهرپهرشتیاركر ئهوی ژی بهرسڤا خۆ ههبوو. +سعود مصگو گوتی: "ئهم گهلهك هاریكاریا دابهش دكهین و كومهڵگهها مه 12هزار كهس بوون لێ نوكه پتری 35هزارانه، لهو بارێ مهیێ گرانه و دێ هاریكاری گههنه ههمی لایهكی". +ههر هاریكارییهكا بهێته هنارتن بۆ دهربهدهرێن شنگال و زمار دڤێت بڕێكا پارێزگهها دهۆك بیت لێ یێن كومهڵگههان ژی چهند ل1نهیهك ههنه و سهرپهرشتیا وان دكهن ، ههر ژ وهرگرتنێ و عهمباركرنێ و پاشی ژی ل دویڤ پێتڤیا دهربهدهران دهێ،ه دابهشكرن. +..."ئهڤ كوماهارێكارێن خهلكێ كوردن یێن ژئهڵمانیانه، كوردێن وێ رێ هنده ب حالێ ئاوارهبوونا كوردێن دهڤهرا شنگال دئێشن ههتا وان جلێن زارۆكێن خۆژی بۆ دهربهدهرێن ڤێره هنارتینه"... + +VT: Li Tirkiyê xortên ku temenê wan gihiştiye 21 salî bi awayeke bêgavî 12 mehan leşkeriyê dikin û ev yek wekî wezîfeya niştimanî tê binavkirin. Dewleta Tirkiyê jî her sal bi hezaran ciwanên kurd dibe leşkeriyê. Li bakûrê Kurdistanê li Amedê jî komaleyeke bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji ber ku naxwazin leşkeriya dewleta Tirkiyê bikin demek berê li ber deriyê Şûbeya Leşkeriyê ya Amedê çalakî pêk anîbûn û daxuyanî dabûn çapemeniyê. Endamên komaleyê diyar dikin ku Tirkiye dagirkerê Kurdistanê ye. Lewra ew wekî ciwanên kurd naxwazin leşkeriya dagirkerên xwe bikin. +Soundby¤WA0 4832 ¤WA1 5008 Roger Çaxer-Berpirsiyarê Birêxistinbûyînê yê Komaleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê: +''Em ji bo ku bikaribin xwe ji leşkeriyê xilas bikin dikarin gelek riyan bibînin. Em dikarin herin welatekî din bi salan di karekî de bixebitin û xwe ji leşkeriyê miaf bikin. Wekî vê em dikarin gelek riyên din jî bikarbînin. Lê ev ne mûhîm e. Ya mûhîm helwest e. Divê ku em bibêjin ev dewlet li ser Kurdistanê dagirker e. Lewra em ji vê dewleta dagirker re leşkeriyê nakin.'' +Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê didin zanîn ku ew ne dijî sîstema leşkeriyê ne. Ew li dijî leşkeriya dagirkerên kurdan e. Banga wan jî ew e ku ne tenê li bakûrê Kurdistanê divê ku li çar aliyên Kurdistanê hemû ciwanên kurd leşkeriya neyarên xwe nekin. Ger hewce be û bixwazin bila pêşmergetî bikin. +Soundby: Sîdar Parêzva¤WA2 4856 En¤WA3 4872 Komaleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê: +''Em ne tenê ji bo bakûrê Kurdistanê dijî leşkeriyê derdikevin. Em ji bo xortên her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin ku bila ne leşkeriya Tirkiyê, ne ya Iraqê , ne ya Îranê ne jî ya Sûriyê bikin. Bila ji bo axa xwe leşkeriyê bikin.'' +Li Tirkiyê kesên ku ji ber fikrên xwe yên sîyasî û nirxên xwe yên olî û ehlaqî dijî leşkeriyê derdikevin jî henin û vê yekê wekî reda wijdanî binavdikin. +Natural Voice +Stand UP + + +دمهها ئادارا ئیسال دا حكومهتا ههرێما كوردستانێ و حكومهتا توركیا رێكهفتن كو پێنج دهریێن نوو بێن ڤهكرن، لێ تا نها بتنێ یهك دهری ژوان ل بهر وهلاتیان ڤهكریه، ئهوژی دهریێ سهرزێرییه، رۆژێن دوو شهمبیی و پێنج شهمبی وهلاتیێن باشوورێ كوردستانێ دشێن قهستا باكوورێ كوردستانێ بكهن دڤی دهری را بێ كو ڤیزا توركیا وهربگرن، لێ وهلاتیان گللی ههنه كو مامهلێن وان گیرو دبن +ئینترۆ: +ل گوری رێكهفتنا ناڤبهرا حكومهتا كوردستانێ و وهلاتێ توركیا دا، بریار ل سهر پێنج دهرگههێن نوی هاتیه دان، لێ دهرگههێ سهرزێری تاكه دهرگههه ب شێوێ كرداری ل بهر وهلاتیان ڤهكریه. +حسین محهمهد (ڤهكرنا دهرگههی كارهكێ باشه بهری هنگی چهند جاران ئهم دهاتین ههتا ڤێ شیڤێ دچوین جهندرمه دهاتنه مه و ئهم دزڤرینهڤه، بهلێ نوكه باشه) +دهرگههێ سهرزێری بێ ڤیزه و پاسپۆرت وهلاتی هاتنوچوونێ دكهن لێ پتر بۆ ههلكهفتێن جڤاكی دهێت بكارئینان. +جوان جهمیل (سالا 2006 من كچا خو دایه ئێكی ل توركیا ئهز گهلهك خهریبیا وێ دكهم و حهز دكهم زوو زوو بچمه دهڤ وێ، ڤهكرنا ڤی دهرگههی باشه چونكی بێ ڤیزه ئهم هاتنو چوونێ دكهین). +وهلاتی دلخۆشن ب ههبوونا دهرگههێ سهرزێری لێ گللهیی ههنه كو ماملێن وان گیرو دبن، تاكو رهزامهندی دهێت وهرگرتن، دخوازن ترۆمبێلێن خۆژی دگهل خۆ ببهن. +عهقیل (خهلك گهلهك دمینته چاڤهرێ تاكو سهعهت 2-3 دمینن داخازێ ژ ههردوو لا دكهین كو كار ب سهناهی تر بێتهكرن، دیسان مه دڤێت ترۆمبێلێن خۆ دگهل خۆ ببهین) +ل دهرگههێ سهرزێری ههفتیانه رۆژێن دوو شهمبی و پێنج شهمبی بۆ وهلاتیان ڤهكریه. + + +VT-06092014-Encumena Sewermendi yaBajareHeseke-Rojava-BOX +intro +encûmana şêwermendî ya ku ji aliyê tev-dem hatibû damezirandin ta ku kar û barê bajarê haesekê bi rêveberin bibe dest bi kar dike bêyê pêşdar bûna encûmana niştimanî ya kurd li sûriyê +text +piştî ku çekdarin daşê dest danîn li ser foca 121 ya bi navê mêlebiyê tê naskirin ku hêzin hikûmeta suriyê têdebû û dûrî bajarê hesekê 10 kîlo mitra û holdanên çekdarên daşê ku derbasî nava bajar bibên tevî ku çend çekdar derbasî navenda partiya bas li navenda bajar bûn û vekişandina hikûmeta suriyê ji gelk dezgeha ev yek bû cihê metirsiyê ji xelkin bajar lewra tvd-m bi dest pêşxeriyek rabû bi armanca ku rêveberiyekê avabikin ji hemû pêkhateya bi armanca nakûkî û pirsgirêkin bajar çare ser bikin +stby1--mehmûd hac xelf endamê meclisa şêwermendî +pyd ji encûmana niştimanî ya kurd li suriyê xwest ku ew jî pêşdar bin di avakirina vê rêveberiyê û çend civîn çêbûn lê ew yek bi serî neçû +stby 2--mihemed ferhan serokê enks şaxê hesekê +derbarê karê wê encûmenê mehmûd hac xelf nûnerê partiya çep a demûqrat ragihand ku ewê li gel nûnerê ereb û xiristiyan dan û standinê bikin û wê holdana bikin ku bandûrê li ser kesin çkdar bikên +stby3--mehmûd hac xelf endamê meclisa şêwermendî +navê vê encûmanê encûmana şêwermendî ya pêkhateyên hesekê ji 15 kesan pêk tê 5 kurd û 5 ereb û 5 xiristiyan + + +Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, daxwaza kir bajarokên Tilefer û Şinglê yên girêdayî parêzgeha Mûsilê bibin xwediyê statûyeke xweser. + +Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, duh tevlî bernameyeke televîzyona MED Nûçeyê bû û ragihand, niha êzîdî li nav xwe de dibêjin ku heta niha baweriya xwe bi dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dianîn lê piştî êrişên vê dawiyê mane bêparêzvan. + +Cemîl Bayik her wiha got, êzîdî dibêjin ";eger xweseriya wan heba dê bikarîban xwe biparêzin."; Bayik, wiha domand: + +";Êzîdî dibêjin dê bi sîstemekê vegerin ser cihê û warê xwe ku rêya xweparastinê bide wan. Em jî mîna wan hizir dikin. Jixwe bûyerên vê dawiyê vê yekê piştrast dikin. Heman rewş û tedbîr divê ji Tileferê re jî bên xwestin. Tirkmen jî dikarin bi êzîdiyan re tifaqê bikin û bi awayekkî xweser li wir bi hev re bijîn."; + +Hevserokê KCKê her wiha anî ziman ku nabe gelê êzîdî ji devera Şingalê derkeve lê divê têkoşînê bide û wiha axivî: ";Êzîdî divê bi Tileferê û tirkmenan re têkiliyê çêbikin û bi hev re li dijî çeteyên DAIŞê şer bikin. Tenê bi avakirina hêzeke siyasî û leşkerî ya hevbeş dikarin bigihîjin encamê."; + +Amed (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 7emîn kongreya xwe de banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd kir û ragihand, bila heta dawiya îsal kongre were sazkirin. + +7emîn kongreya KCDê îro li bajarê Amedê dest pê kir. + +Di kongreyê de jibilî hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ Mihemed Salih û nûnerên YNK, KNK û Tevgera Gorranê beşdar bûn. + +Di kongreyê de peyama rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalna bi kurdî û tirkî hat xwendin. Ocalan di peyama xwe de behsa êrişên vê dawiyê yên li dijî kurdan kiribû. + +Ocalan diyar kiribû ku KCK nûnera hemû gelên Kurdistanê ye û daxwaza avakirina mekanîzmeke çareseriya demokratîk a ku ji zihniyeta dewletê dûr ketibe, kiribû. + +Hevseroka KCDê Aysel Tugluk jî di kongreyê da axaftinek kir û got, kurd û tirk bi sedan sal in bi hev re dijîn û wiha axivî: ";Ji ber wê jî niyeta me ya perçekirina dewletê tine."; + +Tugluk li ser lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd jî sekinî û ragihand, divê kongre êdî neyê gîrokirin û heta dawiya îsal were lidarxistin û Barzanî û Talebanî jî mîna Ocalan nêzîkî kongreyê bibin. + +Hevserokê KCDê Ehmed Turk jî di axaftina xwe de tekez li ser lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd kir. + +Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê nêzîkî nahiyeya Başîkê ya Mûsilê bûne û li benda fermanê ne da ku êrişî çekedarên DAIŞê yên li nav wî bajarokî bikin. + +Alîkarê Odeya Operasyonan li eniya Başîkê, Ebdullah Mela Osman ji Rûdawê re got, me duh êrişî çiyayê Zertikê kir û çiya û 4 gundên wê deverên ketin bin kontrola hêzên Pêşmerge. + +Mela Osman li ser zirarr û ziyanên hêzên Pêşmerge jî got, duh êvarê çekdarên DAIŞê êrişî me kirin û dixwestin wan deverên ku me ji wan standine dîsa ji me bistînin lê me bi tundî bersiva wan da. Di wî şerî de çend pêşmerge şehîd û hinek jî birîndar bûn. + +Li gorî agahiyan wî fermandeyê pêşmerge, di şerê han de 50 çekdar hatin kuştin ku cenazeyên 17 kuştiyên wan li ser çiyayê Zertikê ma lê hîştin û reviyan. + +Ebdulla Mela Osman da zanîn, DAIŞê niha hêzeke mezin aniye Başîkê çimkî dizanîn vê carê hêzên Pêşmerge dê ji bona standina Başîkê êrişî wan bikin. + +Osman eşkere kir ku ji Bertele heta Xazir di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye her wiha heta durêyana Başîkê jî ti tirsek nameye û hatiye kontrolkirin, du aliyên Başîkê jî di destê Pêşmergeyan de ye. + +Wî pêşmergeyî got, em niha li benda ferman ne eger ferman bê dayîn emê êrişî Başîkê bikin. Em pir nêzîkî Başîkê bûne. + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê hatiye avakirin, dikin û hêvî kir ku, di zûtirîn deme de derencamên wê hevpeymaniya navdewletî bi praktîkî diyar bibin. +Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro, ligel Balyozê Kanadayê yê Iraqê Bruno Sakomanee û şandeya pê re civiya. +Li gorî daxuyaniya Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa serdana wezîrê derveyê Kanadayê bo Herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi serdaneke serkeftî nîşan da. +Di daxuyaniyê de hatiye ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanî careke din li hember wê rola hikûmeta Kanadayê di warê pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wê kirîza miroviya rastî Herêma Kurdistanê hatî. +Barzanî sipasiya Hikûmeta Kanadayê kir û got ku, ew welat yek ji wan welatan bû her zû di hewara koçberan hat û piştevaniya herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir. +Her li gorî wê daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî û Balyozê Kanadayê behsa hewlên navdewletî bo jinavbirina çekdarên DAIŞê kir û Serokwezîr pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê ji aliyê welatên endam di NATO yê de hatiyer avakirin, kir û hêvî kir ku, di zûtirîn deme de derencamên wê hevpeymaniya navdewletî bi praktîkî diyar bibin. +Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, Balyozê Kanadayê yê li Iraqê sipasiya Hêzên Pêşmerge kir ku serkeftin û pêşketinên mezin li hemû eniyên şerê li dijî DAIŞê û bi taybetê serketinên van rojên dawiyê ku serketinên berbiçav bi dest xistine, bilind nirxand. +Serokwezîrê Kurdistanê jî gotiye ku, Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşmerge dike û daxwaz kir ku, civaka navdewletî bi hemû awayan hevkarî û alîkariya pêşmerge bike da ku bikaribe bi baştirîn awayî şerê terorîstan bike. +Kûrkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Kanadayê mijarekî din a vê hevdîtinê bû ku Balyozê Kanadayê yê Iraqê tekez kir ku dê di destpêka sala nû de şandeyeke bazirganî û aborî serdana Herêma Kurdistanê bike. + + + +Hewlêr (Rûdaw)- Piştî erdheja Wanê, ya beriya çend salan, saziya ÎŞKURê di çarçoveya Projeya Xebatê bo Fêdeya Civakê (TYÇP) de 7 hezar û 286 karkerên ku zirar ji bûyerê dîtibûn wek karmenda wergirtibû. Lê piştî ku ew ji karê wan avêtine, niha jî ev karker ji bo ku neminîn bêkar çalakiyan dikin. +Karkeran da zanîn ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Ewleyiya Civakî û Xebatê Faruk Çelik soz dabûn ku dîsa wan wek karmend werbigirin lê belê ew hîna jî nehatine wegirtin û wan jî biryara encamdana çalakiyekê nerazîbûnê bi meşekê dane. +Karkerên endamê Komeleya Xebatê bo Fêdeya Civakê ya Wanê li Kolana Cumhuriyetê daxuyaneyeke çapemeniyê lidar xist û paşê jî berê xwe dan rêya Enqereyê. +Polîsan bi ava tazyîk êriş li karkerên berê xwe dane Enqereyê kirin, karker bi nav kolanan de reviyan û paşê jî li kolana Îpekyoluyê hatin ba hev. Li vir jî polîsan destura meşê neda. +Vê carê polîsan bi TOMAye êriş li karkeran kir û di encama bûyerê de10 karker hatin bincav kirin. + +Amed (Rûdaw)- Endamên Înîsiyatîfa Azadî ya Kurdistanê, bo partiyeke ";îslamî û kurdistanî"; xwe amade dikin. + +Li Amedê îro kongreya yekem ya Înîsiyatîfa Azadî ya Kurdistanê dest pê kir. Di salona kongreyê de wêneyên Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî û rêvebirê berxwedana Dersimê Seyit Riza bal kişand. Delegeyên beşdarî kongreyê bûyin gotîn înîsiyatîf pêşiye wek tevger be paşê jî dê bibe parti. + +Delegeyê Înîsiyatîfa Azadî Celal Ozaydin ji Rûdawê re ragihand ku înîsiyatîf, kurdistanî û îslamî ye û got, ";Kurdistanî bûyin û îslam ne dijberê hevin."; + +Delege Hayriye Salanci jî diyar kir ku ve çend salin ziman û nasnameya kurdan qedexeyê û got, ";Divê em pêşiyê zimanê xwe rizgar bikin. Ji bo vê yekê jî divê kurd bi hevre têkoşîn bikin."; + +Înîsiyatîfa Azadî ya Kurdistanê ji beriya 3 sala hati bû damezirandin. Înîsiyatîf, Şêx Seîdê sala 1925an de li gel 46 hevalen xwe ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatî xenaqindin rêber qebûl dike. +Peyva ";Azadi";yê jî ji rêxistina Azadî (1923) tê. + +Hewlêr (Rûdaw)- WelatêKanadayê dê hejmarek şêwirmendên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên ku şerê DAIŞê dikin, perwerde bikin. +Berdevkê Serokwezîrê Kanadayê Jason MacDonald di daxuyaniyekê de ragehand ku Hikûmeta Kanadayê dê hejmarek şêwirmendên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên ku şerê DAIŞê dikin, perwerde bikin. +MacDonald diyar kir ku ew şêwirmendên leşkerî tenê dê ji perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berpirsyar in, tevlî şer û pevçûnan nab in. +Di daxuyaniyê de hatiye ku dibe hejmara wan şêwirmendên leşkerî di navbera 50 û 100’î de be, bê ku dema şandina wan bide xuyakirin. +Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 150 ji şêwirmendên leşkerî ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê şandine. +Li aliyekî dî, îro Balyozê Kanadayê yê Iraqê Bruno Sakomanee ligel Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de behsa hewlên navdewletî bo jinavbirina çekdarên DAIŞê kir û Serokwezîr pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê ji aliyê welatên endam di NATO yê de hatiyer avakirin, kir. + +Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê radighîne ku heta niha rêkeftina dawî di navbera şanda Kurdî û Hempeymaniya Niştîmanî nehatiye encam dan û dibêje: ";Ez bawer nakim ku ti guhertinek di hizra Hevpeymaniya Şîe û siyasetmedarên wan de hatibe kirin bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi taybetî."; +Xalid Şiwanî, parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê, li ser pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêşhatên dawî, ji Rûdawê re ragihand: ";Pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji aliyê ewlekarî û siyasî ve di qonaxeke pir hestyar de derbas dibe, her çiqasî rewşa navxwe ya Iraqê bandora xwe li ser pêkanîna hikûmetê heye, hiqasî fakterên herêmî û navdewletî jî bandora xwe heye."; +Şiwanî dibêje: ";Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) û Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê pir guvaşan li aliyên siyasî dike, bi taybetî jî li Heyder Ebadî da ku hevpeymaniyek bê ragihandin û ew hevpeymaniya han bibe carçove û bernameyeke siyasî vê hikûmetê piştre Palamento deng li ser bide."; +Xalid Şiwanî derbarê encamên danûstandinê derbarê pêkanîna hikûmetê got: ";Li gor agahiyan min heta niha rêkeftina dawî di navbera şanda Kurdî û Hempeymaniya Niştîmanî nehatiye encam dan, ji ber ku heta niha nêrîn ji hev dûr in, ew dixwazin ku daxwazên Kurdan li gorî dilê xwe çareser bikin, lê Kurd bi vê yekê razî nabin."; +Ew parlamenterê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje: ";Niha danûstandin berdewam in, ez bawer in ku her wek sala 2003yan kêşe bi guvaşa navdewletî û herêmî bên çareser kirin û di dawiya mohletê de ku (9ê Îlonê ye) hikûmeta bê ragihandin."; +Şiwanî dibêje: ";Danûstandinên niha cudane ligel yên sala 2006 û 2010, lê ez bawer nakim ku ti guhertinek di hizra Hevpeymaniya Şîe û siyasetmedarên wan de hatiye kirin bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi taybetî, eqliyeta wan her heman eqliyete."; +Derbarê yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdî li Bexdayê, Xalid Şiwanê got: ";Bi piştrastî Kurd yek deng in û bi şandek û bernameke siyasî yekgirtî çûne Bexdayê."; +Herwiha derbarê pêşeroja Kerkûkê jî Şiwanî ragihand: ";Pêşeroja Kerkûkê girêdayî ye bi wan navçeyên ku niha ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tên parastin, welatiyên Kurd bi giştî û piraniya aliyên Turkimanî û hinek ji Erebanên wan navçeyan jî piştrastin bi ji pêşeroja xwe di hinderê parastina van navçeyên bin destê Pêşmerge, lê ya ku pêwîste û daxwaza me ye, ev rewşa ku heye, bikeve nava destûr û yasa û rêkeftin li ser bê kirin, da ku bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistabê."; + +Sine (Rûdaw) – Qayimeqamê bajarê Bîcarê yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, eger bendava Talwarê tijî av bibe dê gellek cihên kevnar ên bajêr bikevin binê avê û wiha got: ";Lê mixabin rayedarên parêzgehê li hember vê yekê xemsar in."; + +Li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna Bakurê Kurdistanê, dewlet bi çêkirina bendavan cihên kevn û dîrokî yên Kurdistanê ji nav dibe. + +Qayimeqamê Bîcarê Bîjen Zendiye di civîna Encumena Pilandanînê ya parêzgehê de behsa bendava Talwarê kir û got, eger bendava Talwarê tijî av bibe dê gellek cihên kevar û dîrokî bikevin binê avê. + +Bîjen Zendiye her wiha anî ziman ku ";tevşo";yê çêkirina bendavê li laşê nasnameya kulturî û mîrata dîrokî ya gelekî hatiye lêdan û ji rayedaran xwest, bi vê arîşeyê re eleqedar bibin. + +Li gorî qayimeqamê Bîcarê, kirîza avê ev çend sal in li parêzgehê bi taybet li deverên rojhilata parêzgehê heye lê heta niha ti kes di hizra çareserkirina wê kirîzê de nebûye. + +Bendava Talwarê li bajarê Bîcarê û nêzîkî sînorên parêzgehên Zencan û Hemendanê yên Îranê hatiye çêkirin. Bendav di nav 10 salan de hatiye çêkirin û par qonaxa tijîkirina wê dest pê kiriye. + +Li gorî rayedarê û pisporên cihên dîrokî û kevnar, dema gola bendava Talwarê tijî bibe herî kêm 18 cih û deverên dîrokî yên bajêr dikevin binê avê. + +Piraniya cihên kevnar û dîrokî yên Bîcarê vedigerin dema Împaratoriya Sasanî û beriya îslamî. Herî zêde jî perestgehên zerdeştiyan li wir tê dîtin. + +Bendeva Tawlarê 88 metreyan bilind e, 529 metreyan dirêj e û dîwarê wê jî 12 metreyan istûr e. rûbera wê 6441 km2 û dikare nîv milyar metre çargoşe av di nav xwe de bigire. + +Rêveber û endamên Însiyatîfa Azadiyê ya Kurdistanê di kongreya 1'emîn a asayî de li Amedê civiyan. Rojeva sereke ya kongreyê ew e ku însiyatîf bibe tevger û piştî tevgerê jî partiyeke siyasî ya îslamî û Kurdistanî bê avakirin. Însiyatîfa Azadiyê ku hewl dide li Bakurê Kurdistanê berfireh bibe, dixwaze li ser rêça Şêx Seîdê Pîran fikir, raman û tevgereke xurt a siyasî ava bike. +Axaftina kongreyê +Delegeyên kongreyê dixwazin Tevgera Azadî xebatên xwe tenê di nava sînorên Bakur de bimeşîne û nasnameya Kurdistanîbûn û Îslamiyetê jî bi qayîmî bikemilîne. +Soundby: Celal Ozaydin - Delegeyê Însiyatîfa Azadiyê +Îslamîbûn an Kurdistanîbûn ne li hemberî hev e. Îro dagirkerên kurdan xistine mêjiyê me dema te got Kurdistanîbûn hûn tiştekî ne caîz tînin ziman. Ne îslamîbûn ne li hemberî Kurdistanîbûnê ye ne jî Kurdistanîbûn ne li hemberî îslamîbûnê ye. +Jinên di însiyatîfê de jî di wê baweriyê de ne ku Azadî dê bikaribe li Bakur ehlaqeke nû biafirîne û li hemberî asîmîlasyon û entegrasyonê bibe mertaleke şidiyayî. +Soundby: Xeyriye Salancî - Delegeya Însiyatîfa Azadiyê +Di serî de em vê dizanin ku zimanê me hatiye qedexekirin. Divê em li ser zimanê xwe bi awayeke akademik bixebitin û bişixulin. Em kurd in, em xwîşk û bira nin, divê em doza xwe bi hev re bimeşînin. +Salona kongreyê bi posterên rêber û wêjevanên kurd û pankartan hate xemilandin. Posterê herî balkêş jî yê Seyîd Rizayê Dêrsimî bû. Rêveberên Azadiyê dibêjin ew sûnî û elewiyan ji hev cihê nabînin û ew dikarin bi hev re di bin sîwana Tevgera Azadiyê de têbikoşin. +Natural Vois +Stand-Up + +Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsekî Kurd pêşniyar dike, ji bo ku navçeyên Başûrê Kurdistanê yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî li ser wan hene, bikevin bin rêveberiya Herêma Kurdistanê, divê Kurd dest ji hinek navçeyên ku piraniya niştecihên wan Ereb in, berdin. Hinek berpirsên kurd jî rijd in ku sînorê Başûrê Kurdistanê heta çiyayê Hemrînê (sînorê navbera Kurdsitan û Iraqê) ye. +Navçeyên ku qedera wan dê bi madeya 140 a Destûrê Iraqê were kifşkirin û bi ser parêzgehên Hewlêr, Mûsil, Selahedîn, Diyale, Wasit û tevahiya parêzgeha Kerkûkê ve hatine belav kirin, jibilî ku nakokiyeke serekî ye di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de, bi astengiyeke ewlekariyê jî tên naskirin, ji ber ku rêjeyeke mezin ji Ereban li wan navçeyan bicîh bûne, ku berpirsên Kurdan û koçberên çiyayê Şingalê, wan Ereban bi hevkariya DAIŞê tohmetbar dikin. +Ev 79 sal in Ereban tînin Kurdistanê +Dîroka niştecîhkirina êlên Ereb li navçeyên madeya 140, mîna êlên Şemer, Cibûr, Ubêd û Kiruyî, bo serdemên cuda vedigere. Dîroka niştecîhkirina êlên Ubêd û Cibûr li Kerkûkê bi taybetî li bajerokê Hewîceyê û derdora wê vedigere sala 1935’an, lê dîroka bicîhkirina wan êlên Ereb li navçeyên Mexmûr, Xurmatû, Şingal, Xaneqên û Celewla vedigere salên heftê-heştê yên sedsala bîstemîn. +Hinek ji wan navçeyên Kurdistanî bi temamî hatine bierebkirin (teirîbkirin), lewra niha nêrînek heye ku Kurd bo vegerandina wan navçeyan dê dest ji beşek ji wan deveran berdin. +Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Dereveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, Dr. Mihemed Îhsan li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî. +Dr. Mihemed Îhsan, bajerokê Hewîce wek mînak tîne û dibêje: ";Vegerandina bajerokê Hewîce û navçeyên derdora wê bo ser Herêma Kurdistanê dê bibe trajediyeke mezin, lewra baştir e ku Hewîce nebe beşek ji Kurdistanê ji ber ku rêjeyeke mezin ji wan Ereban xelkê wê deverên bi xwe ne û bi siyaseta bierebkirinê neçûne wir, lewra em wek Herêma Kurdistanê nikarin ji wan re bêjin ji van navçeyan derkevin."; +Dr. Îhsan dibêje: ";Eger Kurd heman siyaseta Ereban bikar bînin ku berê ligel Kurdan bikar dianîn di dawiyê de dê ziyanek mezin bigihê Kurdan û dibe metirsî li ser beşek ji axa Kurdistanê."; +Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku hejmara Erebên ku li hinek navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê yên mîna Hewîce, Mendelî, Bedre û Cesanê ne, ji hejmara Kurdan zêdetir e û wiha axivî: ";Lewra min pêşniyar kir ku desthilat li wan navçeyan bi ser Ereb û Kurd de were dabşkirin bo vegerandina wan navçeyên ku metirsî li ser wan hene."; +Referandom li ser asta bajerokan bê kirin +Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Dereveyî Îdareya Herêmê di berdewamiya axaftinên xwe de dibêje: ";Desteya me pêşniyar kiriye ku referendom li ser asta biçûktirîn çarçoveya îdarî bê kirin,ku ew jî bajerok e, ji ber ku lidarxistina referandomê li ser asta hemû parêzgeha Kerkûkê nabe, ji ber ku dê ziyanê bigihîne Kurdan. Çimkî kurd li parêzgehên Mûsil, Diyale, Selahedîn û Wasitê ne zêde ne, niha dema wê hatiye ku Kurd bi awayekî realîstî hizir bikin û hewla dîtina rêyekê bo çareseriyeke guncaw bidin."; +";Henan Fetlawî, kelema ser rêya madeya 140 e"; +Dr. Mihemed Îhsan derbarê pêngavên cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê de jî got: Heta niha me 2 pirsgirêk ligel Bexdayê zelal kirine; a yekemîn destnîşankirina wan navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ya dûyemîn jî diyarkirina ew kesên ku mafên wan heye di referandomê de beşdar bin bo kifşkirina qedera wan navçeyan."; +Îhsan dibêje: ";Em pir pêşve çûbûn lê nûnera Nûrî Malikî di desteyê de Henan Fetlawî astengî derxistû û nehîşt em karên xwe bikin."; +Tenê Referandom maye +Dr. Mihemed Îhsan ew yek jî diyar kir ku: ";Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha ragihand ku madeya 140 ya destûrê Iraqê nemaye û bidawî hatiye, lê di rastiyê de ew made hîna maye, pêwîst e em bêjin cîhbicîkirina madeya 140 di qonaxa dawî de ye ku ew jî lidarxistina referandomê ye. Ji qesta Barzanî jî ev bû."; +Îhsan dibêje: ";Pêwîst e ku berpirsên kurd daxwaza vegerandina Çemçemalê nekin, ji ber ku Çemçemal û deverên mîna wê li gorî destûr beşek in ji Herêma Kurdistanê, divê Kurd daxwaza vegerandina Xurmatû bo ser Kerkûkê bikin ku hîna rewşa wê zelal nebûye. Lê ez bawer nakim ku ew zihniyeta ku li Bexdayê heye ti pêngavekê bo cîhbicîhkirina madeya 140 bavêje."; + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, rêxistina radîkal a DAIŞê êdî bi çekdarên xwe yên kurd bawer nake û heta niha jî hinek ji wan kuştiye. + +Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re got, roja îniyê (5ê vê mehê) çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê û piştî nimêja îniyê 5 çekdaêrn kurd ên xwe bi tohmeta ku xiyanet li wan kirine, komkuj kirin. + +Merîwan Neqişbendî da zanîn, ew çekdarên kurd ên DAIŞê bi tohmeta ku agahî li ser cihên çekdaran dane hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û balafirên şer ên Amerîkayê, ji ber ku rojên çarşem û pêncşemê (3 û 4ê Tebaxê) gellek çekdarên DAIŞê di endama bombebarana balafirên Amerîkayê de hatibûn kuştin. + +Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji be wê jî êdî baweriya DAIŞê bi çekdaêrn xwe yên kurd nayê û wiha got: ";Her çiqas di şerê li deverên Mexmûr, Guwêr, Celewla û hinek deverên din de 13 çekdarên kurd ên DAIŞê hatin kuştin lê dîsa jî baweriya xwe pê nayînin û ew xortên kurd li ber çavên yekîneyên kurd ên rêxistinê hatine komkujkirin."; + +Li gorî Merîwan Neqişbendî, DAIŞ êdî yekîneyên ku ji çekdarên kurd pêk tên ji hev belav dike û nahêle çekdaêrn kurd bi hev re bigerin û heta ji wan re gotiye, nabe bi hev re bi kurdî bipeyîvin. + + +Hewlêr (Rûdaw)- Li ser vexwendina Serokê Parlamentoya Holendayê û ji bo ku karesata Şingalê wek ";jenosîd-qirrkirin"; bê nasîn û pesendkirin, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed çû Holendayê. +Sekreterê rojnamevanî yê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kameran Subhan, ji Tora Medyayî Rûdawê re ragihand: ";Bi mebesta ku karesata Şingalê wek qirkirinekê li dijî mirovatiyê bê nasandin, Serokê Parlamentoyê, Yusif Mihemed li gel şandekê ber bi welatê Holendayê bi rê ketin. ev serdan li ser vexwendineke fermî ya Serokê Parlamntoya Holendayê tê kirin."; +Bi gotina Kameran Subhan, şanda Parlamentoya Kurdistanê ji çend parlamenterên neteweyên Kurdistanî yên mîna Tirkmen, Êzîdî, Mesîhî û Siryanî pêk hatiye her wiha Serokê Komîteya Mafên Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê jî bi wan re ye. +Sekreterê rojnamevanî yê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, derbarê bernameya serdana Serokê Parlamentoya Kurdistanê de jî agahî da û got: +";Destpêkê dê ligel Serokê Parlamentoya Holendayê bicivin, paşê Wezareta Derve ya Holendayê mêvandariya Yusif Mihemed dike bo axaftin li ser mijara qirrkirin û kuştin û koçberiya Mesîhî û Êzîdiyên Şingal û Mûsil û navçeyên din, herwiha nirxandina êrişên çekdarên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê mijareke din a vê serdanê ye."; + + +Mûsil-Çiyayê Zertik (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn bi temamî çiyayê Zertikê yê Mûsilê ji DAIŞê bistînin. Peyamnêrê Rûdawê li ser çiyayê Zertikê ragihand ku ";herî kêm 50 kuştî"; li ser çiyê dîtiye. + +Çekdarên DAIŞê li ser çiyayê Zertikê re êrişî gundên derdora çiyê dikirin çimkî çiya Zertikê çiyayekî bilind û stratejîk e lê ew çiya niha di destê hêzên Pêşmerge de ye. Kameraya Rûdawê jî derbasî ser çiyê bû… + +Li gorî ku fermandeyên leşkerî dibêjin, girtina çiyayê Zertikê destê hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de zêdetir vedike û derfeteke zêdetir dide wan. + +Ji bo ku mirov derbasî serê çiyê bibe divê ji çemê Xazirê derbas bibe. Mirov di 2 saetan de dikare derbasî aliyê din ê çiyê bibe ku dikeve deverên Bertile, Hemdaniye û Gokcelîlê. Ji wir her êrişeke çekdarên DAIŞê tê vala derdikeve ji ber ku cihekî bilind e û hemû liv û tevgerên DAIŞê tên dîtin. + +li gorî agahiyan Peyamnêrê Rûdawê, li ser çiyayê Zertikê derdora 40-50 kuştiyên DAIŞê hene lê dibe ku hîn zêdetir bin ji ber ku gellek çekdar li wir bûn… + +سهرۆکوهزیرێن ترکیێ ئاهمهت داڤوتۆگلو ڕۆژا ئینێ پشتی سهردانا والیێ ستهمبۆلێ ژ چاپهمهنیێ ڕه دیار کر کو، دهربارێ فهتهولا گولهن و جهمائاتا وی پێڤاژۆیێ هقۆقێ دهست پێ کریه، گهلهک تاوانێن کو لێپرسین ل سهر چێ دبن ههنه،یانی کهسێن کو دخوازن دهستهلاتداریا دهولهتێ تێخن بن باندۆرا خوه، وێ نهگهینن وان ئارمانجان، هن کهس ژ دهرڤه ده دخوازن، سازیێن دهولهتێ تێخن بن دهستێ خوه و برێڤه ببن، یهک ژ وان ئهو کهسێ کو ل پهنسلڤانیا ده دمینێ یه، لێ هکوومهتا ترکیێ، ژ بۆ کو وان ڕاوهستینه، وێ ههر تشتێ کو ژ دهستێ وێ بێ، وێ بکه. +ل باژارۆکێ نهوپۆرتا گالهرا بریتانیایێ، و د ههڤدیتنا ب سهرۆکێ ئهمهریکا باراک ئۆباما ده،سهرۆکۆمارێ ترکیێ ڕهجهب تایب ئهردۆگان ژێ خوهست کو، ڕێبهرێ جهمائاتا گولهن فهتهولا گولهن کو ل پهنسلڤانیایا ئهمهریکا ده دژی، ڤهگهرینن ترکیێ یان ژی وی دهرسینۆرێ ئهمهریکا بکن، لێ ئۆباما ژ ئهردۆگان خوهستبوو کو، چ بهلگه و ئیسباتێن کو د دهستێ ترکیێ ده ههنه، بلا ڕادهستی ئهمهریکایێ بکن. +ئهردۆگان ژ چاپهمهنیێ ڕه دهربارێ ڤێ مژارێ ده گۆت، وی ژ ئۆباما ڕه دیار کریه کو فهتهولا گولهن و جهمائاتا وی ئهولهکاریێ ترکیێ تههدید دکن، و ژێ خوهستیه کو ئیستیخباراتێن ههردو دهولهتان ل سهر مژارا ب ههڤره د ناڤ ههڤکاریێ ده بن، و ئهوێ وێ دۆسیایێ ب ڕیا وهزیرێ دهرڤه بشۆپینه، و ئهو هێڤی دکه کو ئهمهریکا تشتێ بکهڤه سهر ملێ وێ بکه. +پارێزهرێ فهتهولا گولهن نورالاه ئالبایراک دهربارێ ڤێ نووچهیێ ژ ڕایا گشتی ڕه ڕاگهاند کو،دهربارێ خهسپێرێ وان گولهن ت دهلیلێن بهر بچاڤ ل مهیدانێ تنهیه، مژارا ڕادهستکرنا وی ژ ترکیێ ڕه، یان دهرسینۆرکرنا ژ ئهمهریکا ڕه ئهو، پێڤاژۆیهکه دادوهریێ یه، لێ خستنا ڤێ مژارێ د ناڤ دانووستاندنێن ناتۆیێ ده نه تشتهکی ڕاسته و نه ژی هقۆقیه. +ئالبایراک ئانی زمان کو، ل دهوسا کو سهرۆکۆمارێ ترکیێ مژارا ڤهگهراندنا خوهسپێرێ وان فهتهولا گولهن ب سهرۆکێ ئهمهریکا و ناتۆیێ ڕه گۆتووبێژ دکه، بلا مژارا چهل و نهه دیلگرتیێن کونسولخانا مووسلێ کو ئهڤ ۸۷ ڕۆژن د دهستێ ڕێخستنا دائیشێ ده نه،گۆفتۆگۆ بکرا، چما دهربارێ وێ بوویهرێ ده ههتا نها ت لێپرسین و لێکۆلین چێنهکر،ب کورتایی، مووهکل ئانگۆ خوهسپێرێ وان گولهن ت تشتهکی ئیلهگال و دهرڤهیی ڕێ نهکریه، و ت ڕێبهریهک ژ تهڤگهرهکی نه ڕهوا ڕه ژی نه کری. + + +ئاوارەیێن شنگالێ قۆناخا ترس و برچیتیێ دەرباس کرن و نها رەوشا وان ئارامترە، لێ ژ نوو قۆناخا پێویستیێن وان دەستپێ کر و ب تایبەتی زارۆکێن ئاوارە کو پێویستیا وان ب جلو بەرگان هەیە. ژ گەلەک مالباتێن وان ئاوارەیان تەنێ ژن و زارۆک مان، لەورا دابینکرنا پێویستیان ژ وان رە کارەکی زەحمەتە. +ئاوارەیێن شنگالێ کو ل پارێزگەها دهۆکێ دمینن، هن ژ وان مالباتان چەند زارۆک د ستوویێ دایکەکێ دە مانە بیی کو زلامەک ل وێ مالباتێ دە مابە و زارۆک دبن سیا وی دە ڤەحەون. + + +Enbar (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyên Iraqê ragihandin ku, Parêzgarê Enbarê birîndar e û Qeymeqamê Hedîse jî hatiye kuştin. +Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyona Enbarê yê Iraqê ji Rûdawê re ragihand, îro di demjimêrên nîvroyê de mûşekek ketiye herêma Bervanayê û di encamê de Ehmed Deylem Parêzgarê Enbarê birîndar bûye û Ebdulhekîm Cuxeyfî Qeymeqamê Hedîse jî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin rewşa tenduristiya parêzgarê giran e. +Qeymeqamê navçeya Hedîse ya Mûsilê duh daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku, bi piştevaniya bombebarana firokên DYAyê, li herêma Bervana hemberî Dewleta Îslamî (DAIŞ) operasyoneke mezin hatiye destpêkirin. +Hêzên Çekdarên Iraqê ragihandibû li navçeya Hedîse û gundên dorûber serkeftin nêzîk e. +Bendava Hedîse ya elektrîkê 8 km ji paytext Bexdayê dûr e û dikeve başûrê rojavayê Bexdayê û 30 % elektrîka Iraqê ji vê bendavê te. Sala 2003ê dema hêzên DYA ketibûn Iraqê di destpêkê de ev bendav xistibûn bin kontrola xwe. + + +خاتون ئهو ژنا دهربهدهرا شنگاله یاكو گهلهك ریكین دریژ و برس تیهن دایه بهرخو ههیا گههشتیه جههكی ئارام زارووكین خوه دویر ژ ترس و برسی بنڤینیت، خاتون بهحس ل وان چهند روژین ژیانا خوه دكهت یین كو ههر ژ دهست پیكی دهما چهكدارین داعش دهست ب سهر دهڤهرا وان دا گرتی و مالا خوه ملكی خو كهس و كارین خو بجه هیلاین دكهت . +بهرزهبوون و مرنا كهس و كاران ژ برس و تیهنا و خوكوشتنا كچان بتنی نه كهڤنه دهستی چهكدارین داعش خهما ههره مهزنا خانوونی بوویه . +كچین خاتوونی ژی ترسا كهتنا وان د دهستین چهكدارین داعش هیشتا جهی خوه دجانی واندا مایه . +ههر خیزانهكا دهربهدهر خهمهك ههیه ههر یهك ژوان ژ نهخوشیهكی دنالین +خاتوون ژی نموونهیهكه دناڤا سهدان وان ژنین دهربهدهر بووین ژ چیایی شنگالی رهنگه گهلهك چیروكین دگمهنتر تر ژ یین خاتوونی ههبن لی گهلهك ژ وان ژنان ناخوازن جارهكا دی وان بهرپهران ڤهكهن بهلكو دناخی خوه دا دگهل باراندنا روندكان ل بیر دئینن . + +Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ayendeyeke pir zelal li pêş xelqê Kurdistanê ye û ji îro û rojên derbasbûyî pir baştir e. +Serokê Herêma Kurdistanê îro li Selehedîn pêşwaziya Serokê Dêrê Rojhilatê ya Asûriyan kir. Li gorî malpera Serokatiya Herêmê, şanda di bin serokatiya Metran Mar Milîs de spasiya Dêra Rojhilat a Asûriyan gihandiye Serok Barzanî ku alîkariya koçberên xwe spartine Kurdistanê kirine û ew parastine. +Li gorî nûçeyê, Serokê şandê, spasiya Dêra Rojhilatê ya Asûriyên Cîhanê gihandiye Serokê Herêmê bo parastin û xwedîkirina penaberên ku hatine Kurdistanê. +Her wiha Metran Mar Milîs ji bo dilfirehiya gelê Kurdistanê jî spas kir û destnîşan kir ku, çarenûsa hemû gelên Kurdistanê hevbeş e û ev yek şanaziye ku Kurdistan bo mesîhiyan û hemû ol û mezhebên dîtir ên Iraqê bûye warekî aram. +Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî got, ";Li ba me tiştekî wiha nîne ku em xelq û welatê xwe bihêlin û biçin. Ev rewşa ku em niha têde ne demî ye. Tu ayendeya terorê û terorîstan nîne. Bi aşkera derket holê ku terorîst şikestine û dest bi paşvekêşanê kirine."; +Barzanî her wiha got, ayendeyeke pir paqij li pêş xelqê Kurdistanê heye û ev ji îro û rojên derbasbûyî gelek baştir e. + + +Wan (Rûdaw) – Sivîlên Sînornenas li Girava Axtamarayê kom bûn û komkujiya ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Şingalê ser kurdên êzîdî kirine şermezar kirin. Komê aşkera kir ku ewê serî li daîreyên nifûsê bidin û bixwazin ji nasnameya wan xala ";îslam";ê bê derxistin. +Însiyatîfa Sivîlên Sînornenas, ji ber merasîma olî îro derbasî girava Axtamara ya Wanê bûn û li wê derê daxuyaniyeke çapemenî dan. Ser navê komê, endamê Însiyatîfê Yusuf Zorba daxuyanî xwend. +Zorba got, DAIŞ bi navê Îslamê serê mirovan jê dike û komkujiyan dike û destnîşan kir ku, ";Ger Îslam ev be, em naxwazin bibin endamê vê olê."; +Zorba got, rehberên olên dîtir jî hemberî van komkujiyan ji bilî çend daxuyaniyan tu helwesteke berbiçav nîşan nedane û wiha pêde çû: + +";Em, wek endamên Însiyatîfê dixwazin, komkujiya ku DAIŞê li kurdên êzîdî kirine şermezar bikin. Bo vê emê serî li bireveberiyên nefûsê bidin û bixwazin ku vê xalê ji nasnameyên me derxin." + + +Wan (Rûdaw) – Alimên olê yên rom, suryanî û ermenî ku bo beşdarbûna merasîma olî ya li girava Axtamarayê hatibûn Wanê, bi alimên ola îslamê re di xwarinekê de hatin ba hev. +Xwarin ji hêla Şaredarê Gewaşa hate sazkirin. Di xwarinê de Bartholomoeos Patrîkê Fenera Rom, Yusuf Çetin Metropolîtê Dêra Suryaniyên Ortodoks, Xaceg Barsamyan Serpîskoposê ermeniyên Newyorkê, Aram Ateşyan Cigirê Patrîkê ermeniyên Tirkiyeyê û hin meleyên ku ji mizgeftên Wanê hatibûn, amade bûn. +Sînan Hakan Şaredarê Gewaşê di xwarinê de axaftinek kir û ji ber alimên olên semawî anîne ba hev kêfxweşiya xwe anî ziman. Hakan got, ew dixweze ev her sal pêk were û bi vê awayê wiha mêvandariyê bikin. +Bartholomeos jî bo rêxistinkirina xwarinê, ji şaredarê û qeymeqamê Gewaşê re spas kir. Bartholomeos got, yên beriya me jiyabûn ji me zêdetir hemberî hev dadperwerbûn û wiha pêde çû: +";Em jî dua bikin ku, nifşê niha hê zêde nêzîkî xwedê be û em jiyana xwe ya fanî di nava aramî, aştî û hezkirinê de derbas bikin. Erkê me wek mirovên olê divê sibê êvarê bo pêkhatina vê kirina duayan be. Keda me hemûyan divê bo jiyaneke aram û aştî be."; +Beşdarvan piştre derbasî xwarina ku ji cureyên herêmî hatibûn amadekerin bûn. Piştî xwarinê kesên ku bi armanca beşdarbûna merasîma olî hatibûn ji Wanê derketin. + + +Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, Kurdistan bi pêkhateyên xwe û koçberên xwe yek e û bi taybet pêkhateyên mesîhî ji bo Kurdistanê pir girîng in. +Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya şandeke Dêra Rojhilata Asûriyan kir. Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka Dêra Asûriyan a di bin serokatiya Mar Milîs Ziya kiriye. Daxuyanî wiha didome: +";Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên xurt ên navbera kurd û mesîhiyan hatiye kirin û hatiye bibîrxistin ku hemû pêkhateyên Kurdistanê pêkvebûn û ewê pekve bimînin. Çarenûsa hemû gelên Kurdistanê bihevre girêdayî ye."; +Li gorî daxuyaniyê, Barzanî her wiha behsa çanda pêkvejiyana gelên Kurdistanê kir û got, ";Ev bûyerên dawî karesateke mezin e û vê yekê hemû pêkhateyên Kurdistanê anîne ba hev. Hemû yek diyek kozikê de ber xwe didin. Hemû dizanin ku pêve ne û çarenûs bi ayendeya Kurdistanê ve girêdayî ye. Tiştên pir xerab me derbas kirin. Divê em hemû bo pêkvejiyana Kurdistanê bixebitin."; + +Nêzîkbûna gavên damezrandina Hevbendiya navdewletî li dijî DAÎŞê û egera ku ev hevbendî dosyeya şerê DAÎŞ li Sûriyê jî li xwe bigre, tevgera siyasî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê dikeve nav tevgerê de û her du aliyên siyasî yên sereke, ango Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê û Rêveberiya Xweser a ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê li xwe digre, bi tena serê xwe tevdigere. + +Serokê Desteya Pêwendiyên Derve yên Kantona Cizîrê Salih Geddo, ku bi serdanekê niha li Ewropa ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku armanca sereke ya vê serdanê ew e ku daxwaza alîkariyên leşkerî li welatên rojava û Rûsya jî bikin û got ew geşbîne ku ewê karibin van alîkariyan werbigrin. + +Li aliyê din, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û serkirdeyê ENKSê Ibrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku hinek pêwendî di navbera ENKSê û hêzên navdewletî de hatine kirin û divê kurd herî zû xwe ji qonaxa bê re amade bikin. + +Ibrahîm Biro Sekreterê PYKSê + +Serkirdeyê ENKSê diar kir ku wê hinek tevdîrên siyasî bên standin beriya ku şerê li dijî DAÎŞê li Sûriyê dest pê bike û got Amerîka û welatên Rojava li hevalbendên rasteqîn li Sûriyê digerin û bi gotina Biro çawa Kurd li Başûrê Kurdistanê hêzeke leşkerî û siyasî amade û rêxistinkirî bûn, li Rojavayê Kurdistanê jî eger Kurd herî zû karibin bibin yek wê rola girîng bilîzin. + +Biro bal kişand ser helwesta PYDê û saziyên pêve girêdayî û got eger ew ji siyaseta xwe ya berê venegerin wê çarenûsa wan bi çarenûsa rejîmê ve bê girêdan û wê civaka navdewletî weke beşekî ji rejîmê ligel wan reftar bike û wiha diaxive: + +"Dibe ku civaka navdewletî dixwaze kurd yek helwest û yek rêz bin da ku hevkariya bi wan re hêsantir û sûdmentir be, lê bê guman ji bo Kurdan yerkhelwestî û yekrêzî pirseke ji hêsankirina hevkariyê bêhtir pirseke çarenûsî ye. + +Li ser ragihandina Birahîm Birû, ku duh ji Rûdawê re ragihand dibû ku heger rêveberiya xweser bi hevparî û şeraketê razî nebe, hêzên navdewletî wê rêveberiyê weke rejîmê hesab bike. + +Salih Gedo , berpirsê peywendiyê derve yê kantona cezîrê ji rûdawê re ragehand: + +Biro nûnerê partiya xwe ye û ne nûnerê hêzên navneteweyî û Emerîka ye. Bersiva Biro bersiveka ne pijiyayî û ne siyasî ye , ji ber ku xwe xistiye şûna nûnerê welat û hêzên nêvdewletî . + +Salih Gedo , her wesa ji Rûdawê re li ser seredanan şanda rêveberiya xweser ji bo ewropa ragehand : + +"Beriya 2 mehan gava em li Ewropa bûn, me soz ji hindek aliyên ewropaî sitand ku di serê miha 10an de em bi wan re bicivin. Sedemê çûyîna min a Ewropayê ev e." + +Lê Gedo her wisa di berdewamiya daxwiyaniya xwe ji Rûdawê re got: + +"Yek ji xwestekên me yên giring yê seredanan vê carê, ew e ku piştgêriya rojavayê kurdistanê were kirin ji aliyê Ewropa û Emerîka ve, bi taybet di warê leşkerî de. Ji % 70 ez bawerim hêzên navdewletî wê alîkariya rêveberiya xweserî bikin di şerê li dijî DAÎŞ de. Ji ber ku rojavayê kudistanê xwe îsbat kiri di şerê xwe yê vê dawiyê bi DAÎŞ û girûpên tundrew re , lewra piştgiriya rêvberiya xweser ji aliyê hêzên navdewletî ve di xizmeta hemî aliyan de ye. + +Pirsên li bala mirov dimînin, di seredanê berê yên şanda rêveberiya xweser de bû Ewropa, ji bilî dîtina partiyên çep, çiyê dî karîn bikin çima piştî 2 heyvan kesî encamê van civînan ne dîtin û bandora xwe ya berçav li rojavayê kurdistanê ne kirin. + +Gelo ji qelsiya dîplomantiya rêvberiya xwesere û nikarin baweriyê ji ewropiyan re çêke! + +Yan jê pîverên avabûna rêveberiya xweser li gor pîverên ewropiyan hevnagirin? + + +Hewlêr (Rûdaw) - Li dibistana Qamişloyê ya li nav kampa Qûştepe li nêzîkî bajarê Hewlêrê, amadekarî ji bo sala nû ya xwendinê tê kirin û navên xwendekaran tên nivîsandin. + +Bi gotina rêveberiya dibistanê, hemû pêwîstiyên xwendinê ji bo xwendekarên pola 1ê heta 9ê ji aliyê rêxistina UNICEFê ve hatine peydakirin. + +Rêveberê dibistana Qamişlo Ebdilxenî Şukrî li ser vê yekê ji Rûdawê re wiha got: + +";Piştî 25 ê vê mehê inşallah dibistana nû ya kampê ku UNICEF bi alîkariya wezareta perwerde avadike bê vekirin û hemû kitêb û pêdiviyên dibistanê û xwendekara ji erkê UNICFê ye , heta niha 132 xwendekar hatine tomar kirin û dibe ku vê salê nêzîke 1200 xwendekarî were tomar kirin";. + +Li kêleka çadirên dibistana kevin ya kampê, niha UNICEF bi alîkariya wezareta perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibistaneke nû ku ji 15 odeyên xwendinê, odeyeke ji bo komputeran û 6 kerevanan ligel bexçekî jî ku cihê 1200 xwendekarî tê de heye, tê avakirin. + +Penabera bi navê Cûliyêt Amîn jî got: Kûrê min yê 1 ê li ser pola 9ê derket û niha bê xwendin wê bimîne , ji ber ku dibistan ji bo wan nîne û bi dehan ji havalên wî li vê kampê pola 12 ê ne jî û dev ji xwendinê berdane. + +Di nava vê kampê de, dibistan tenê ji bo xwendekarên pola 1ê heta 9ê hatiye avakirin, lewma malbatên ku xwendekarên wan yên pola 10 - 11 - 12 hene, dilgiran in ku zarokên wan wê saleke din bêxwendin derbas bikin. + +Di nav kampa Qûştepe de nêzîkî 1200 zarokên xwendekar hene û hewlên ku ji bo başkirina mercên xwendina wan tên dayîn, berdewam in. Herwiha biryar e di 10ê vê mehê de, dibistan deriyê xwe ji bo xwendekaran vekin... + +Rojavayê Kurdistanê, beşê biçûk yê Kurdistana mezin e, Kurd wî beşî weke birayê biçûk dibînin. +Rast e biçûk e, lê di dîrokê de xizmeteke mezin ji bo hemû beşên din yên Kurdistanê kiriye. +Li kuderê li kurdan cih teng bûne, xelkê Kurdistana rojava sînga xwe ji wan re vekiriye û bê teredud xizmet kiriye, çi tiştê ji dest hatiye pêşkêş kiriye. +Rojavayê Kurdistanê, bi çandiniya xwe gelekî dewlemend e, salane 1,5 ton genim jê derdikeve, piraniya wî genimê ji parêzgeha Heseke û herêma Kobanî. +Rojane 200 hezar bermîl petrol ji bîrên neftê yên rojavayê Kuridstanê derdikevin, ew jî ji parêzgeha Heseke , bi taybetî ji Rimêlan, Dêrik, Tirbesipiyê û derdora wan. +Li rojavayê Kurdistanê 11 mîlyon darên zeytûnê hene, ew jî bi piranî li Efrînê ne. +Rojavayê Kurdistanê 24 hezar metre çargoşe mezin e. + + + +Hewlêr (Rûdaw) – Dewleta Îslamî ku wek DAIŞ tê naskirin, belgeyên derheqê komkujiya kurdên êzîdî yên Şingalê li ser Twitter’e weşand. Di vîdyoyê de tê dîtin ku kurdên êzîdî destê wan girêdayî, li erdê dirêjkirî tên gulebarankirin. +Di vîdyoyê tê temaşekirin ku, terorîstên DAIŞê di nav xwe de dikevin pêşbirkê ku kî zêdetir gule li kurdên êzîdî bibarîne. Emîrê DAIŞê ku rûyê wî bi paçikê girtiye, piştî kuştina kurdên êzîdî dibêje ";Em mucahid in û tenê bo vê dikujin ku navê xwedê bi vê bilind bibe. Li kuderê bin jî emê misilmanan biparêzin."; +Di vîdyoyê de ser kuştina kurdên êzîdî emîrê DAIŞê wiha dibêje: ";Bersiva şêrên dewleta Îslamî ya hemberî kurdên kafir. Me hikmê xwedê li ser êzîdiyan pêk aniye."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl ragihand ku divê civaka navdewletî sûcên ku li dijî kurdên êzîdî hatine kirin wek ";jenosîd"; nas bikin û wiha got: ";Bi navê ol û ayîn jin û zarokên me tên kuştin ji ber wê jî cîhan bilez alîkariya kurdên êzîdî bikin."; + +Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, ku ji bona beşdarî di civîna Aştiya Cîhanê çûye Belçîkayê, ji Rûdawê re got, ez ji bo wê tevlî vê civînê bûm ku peyama û hawara kurdên êzîdî bigihînim cîhanê û ji wan re bêjim ku bi hawara kurdên êzîdî werin. + +Viyan Dexîl anî ziman ku eger bi rastî welatên Ewropayê xwe wek parêzvanên mafên mirov dibînin divê mafên êzîdiyan jî biparêzin û tiştên ku hatin serê êzîdiyan wek ";jenosîd"; bê nasîn û li gorî wî nêzîkî êzîdiyan bibin. + +Dexîl ku di destpêka bûyerên Şingalê de li Parlamentoya Iraqê axaftinek dilşewat kiribû û ev yek bibû rojeva hemû cîhanê, diyar kir ku di civîna Aştiya Cîhanê ya li Belçîkayê de jî beşdarvanên civînê ji ber axaftinên wê giriyane… + +Wê parlamentera kurd anî ziman ku heta niha jî gellek jin û zarokên êzîdî di destê DAIŞê de ne lewma divê bilez hewlên rizgarkirina wan bên dayîn… + +Viyan Dexîl ku li ser çiyayê Şingalê di bûyera ketina helîkopterê de birîndar bibû, li ser rewşa tenduristiya xwe jî got, ez baş im lê heta niha jî nikarim bimeşim… + + +Amed (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji Tirkiyeyê xwest, Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ";hêza parastina gel"; qebûl bike û PKKê jî ji ";lîsteya terorê"; derxe. + +7emîn kongreya KCDê ku du roj bûn li bajarê Amedê dihat lidarxistin, bidawî bû. + +Di kongreyê de parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û parlamentera HDPê ya Şirnexê Selam Irmak wek hevserokên KCDê hatin hilbijartina. + +Irmak û Dîcle piştî ku hatin hilbijartin, axaftin kirin û di axaftinên xwe de li ser çareseriya pirsa kurd û yekbûna kurdan tekez kirin. + +Herî dawî belavoka kongreya hat xwendin û tê de ji dewleta Tirkiyeyê hat xwestin ku hêzên çekdar ên PKK, HPG û hêzên çekdar ên PYDê li Sûriyê, YPG, wek ";hêza parastina gel"; qebûl bike û navê PKKê ji ";lîsteya terorê"; derxe. + +Di belavokê de her wiha hat gotin ku divê pêvajoya çareseriyê bi destpêkirina muzakereyan derbasî qonaxeke din bibe û ber bi aştiyeke mayînde ve bimeşe. + +Her wiha hat xwestin ku rewşa jiyana Ocalan di girtîgehê de bê başkirin, girtiyên nexweş bên berdan, rê bê vekirin da ku hêz û aliyên din jî tevlî pêvajoya diyalogê bibin, Qanûna Terorê bê rakirin û destûreke nû ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, xweseriya demokratîk pesend bike, bê nivîsandin. + +KCD roja 30ê Cotmeha 2007an li Amedê hat avakirin. Yekemîn hevserokên wê Yûksel Genç û Hatîp Dîcle bûn lê paşê Ehmed Turk û Aysel Tugluk bûn hevserokên KCDê. + +Silêmanî (Rûdaw) – Hêz û patiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi rayedarên Amerîka û Netewên Yekbûyî (NY) re dicivin. + +Li gorî agahiyan Rûdawê, îro saet 15:00 li bajarê Silêmnaiyê hêz û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li Navenda Giştî ya Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dicivin, di civînê rayedarên Amerîka û NY jî beşdar dibin. + +Di civînê de nûner û rayedarên 5 partiyên serekî yên Başûrê Kurdistanê (PDK, YNK, Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî) beşdar dibin. + +Li gorî wan agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Alîkarê Serokê PDKê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec û Mîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û berpirsekî pilebilind ê YNKê jî dê beşdarî wê civînê bibin. + +Li gorî agahiyên Rûdawê, hikûmeta Iraqê razî nebûye pere û bûdceya 8 mehên borî yên Herêma Kurdistanê ku dike 8 tirîlyon dînar (derdora 7 milyar dolar), bide. + +Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê di civînekê de digel şanda Kurdistanî amadehiya xwe nîşan daye ku ji meha Îlona îsal (vê mehê) ve bûdceya Herêma Kurdistanê bê dayîn, bi wê mercê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî bi serê xwe neftê nefroşe her wiha rojane 125 hezar bermîl neft jî bide şîrketa firotina nefta Iraqê ya bi navê SOMO. + +Pisporên hiqûqî dibêjin, ti bendeke Destûra Iraqê rê nade hikûmeta Bexdayê ku bûdce û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê qut bike. + +Jixwe Dadgeha Federal a Iraqê di dosyeya firotina nefta Kurdistanê de ku Bexdayê li dijî wê doz vekiribû, bi qezenca Herêma Kurdistanê biryara xwe dabû û ragihandibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare neftê bifroşe. + +Dihok (Rûdaw)- Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, guhertinên mezin di nava fermandarên pilebilind yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, tên kirin û ew guhertin di serî de jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî li xwe digire. + +Bûyerên Şingalê ceribandinek ji bo fermandarên Hêzên Pêşmerge bû lê encamên wan bûyeran li ser wan giran hat û bû sedema guhertina hinek ji fermandarên pilebilind ên Pêşmerge. + +Jêderekî pilebilind ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir ku li gorî fermana Mesûd Barzanî komîteyek 3 kesî ji bo lêkolîna li ser bûyeran pêk hatiye. + +Wî jêderî da zanîn, yek ji endamên komîteyê hakimeke ku bi rastî di dadgehê de kar dike û hemû desthilat di destên wî de hene, endamên din ên komîteyê yek jê nûnerê Barzanî ye yê din jî nûnerê Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Leşkerî ya Kurdistanê (Felek) ye. + +Li gorî agahiyên wî rayedarê Wezareta Pêşmerge, ku agahdarî hûrgiliyên wan guhertinan û sizadana efserên pilebilind ên Hêzên Pêşmerge yên ku li navçeyên Zûmmar û Şingalê bûne sedema şikestina Pêşmerge li hember çekdarên DAIŞê, ";Guhertin û jikardûrxistina hinek fermandarên leşkerî dest pê kiriye û di demek nêzîk de dê dora hinekên din jî were."; + +Wî rayedarê leşkerî yê Kurdistanê wiha domand: ";Li gorî ku ez dizanim fermandarê giştî yê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî jî dê bê guhertin. Ji ber ku beşeke mezin ji wê hêza ku hatiye şikestin di wî şerî de girêdayî hêza Zêrevaniyê bû."; + +Lê Ezîz Weysî ji Rûdawê re got ku haya wî ji biryareke wisa nîne, û wiha axivî: ";Heta niha derbarê vê biryarê de ti kes ligel min neaxiviye û haya min ji wan hewlan nîne."; + +Heta niha, li gor wan guhertinên ku hatine kirin, destpêkê fermandarê Hêza Yek a Zêrevaniyê Seîd Kêsteyî ji karê xwe hatiye dûrxistin û pêşniyar hatiye kirin ku fermandarê hêza 18 Simê Boselî li şûna Seîd Kêsteyî bê danîn. + +Ew berpirsê pilebilind yê Wezareta Pêşmerge dibêje: ";Rast e pêşniyar hatiye kirin ku Simê Boselî li dewsa Kêsteyî rûnê lê heta niha nebûye biryar."; + +Simê Boselî jî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha bi fermî ti kesî li ser vê yekê ligel wî neaxiviye û wiha got:";Rast e gotineke wisa heye, lê ez bi xwe li pey kursiyan nagerim."; + +Li gorî agahiyên wî jêderî, li nava Wezareta Pêşmerge de mezintirîn guhertin di nava fermandariya Hewlêrê ya Hêzên Pêşmerge de hatiye kirin. + +Endamekî komîteya guhertina fermandarên Pêşmerge li fermandariya Dihokê jî ji bo Rûdawê got: ";Ji fermandarê fermandariya giştî ya Hewlêrê Hacî Şewket bigire heta cîgirê wî, berpirsên rêxistinê û darayî û lîwayên Hêzên Pêşmerge, fermandarên tabûran jî hatine guhertin."; + +Derbarê çarenivîsa fermandarê fermandariya giştî yê Hewlêrê û cîgirê wî de jî jêderê han got, ku biryar hatiye dayîn ew jî bibin berpirsê eniya Mexmûrê. + +Endamê komîteya guhertina fermandarên serbazî li sînorê Hewlêrê agahiyên zêdetir derbarê wan guhertinan da û got: ";Îsmaîl Dest Gewre û Ziryan Şûî jî bûne fermandarên lîwaya fermandariya giştî ya Hewlêrê."; + +Li gor agahiyên Rûdawê, fermandarê hêzên Sipîlkê Ebdulrehman Kewrînî jî li ser karê xwe yê niha namîne. + +Kewrînî derbarê guhertinên navbera efserên pilebilind yên Hêzên Pêşmerge dibêje: ";Ya min ne dûrxistina ji kar e, lê dibe ku cihê min bidin kesekî din ku bi wekalet werbigre. Ezê jî derbasî pileyek bilindtir bibim."; + +Wî fermandeyê pêşmerge Herwiha got: ";Di dema bûyerên Şingalê û derdora wê de, min ti kêmasî di karê xwe de nekirbû berovajî em teke hêz bûn ku serkeftin bi dest xistin. Heta Serok Barzanî jî bi rêya telefonê ligel min bû û ji min re digot: Ez memnûnê we me ji ber wê jî ez bawer nakim guhertina min wek cezakirin be."; + +Şêxan (Rûdaw) – Piştî bûyerên Şingalê kurdên êzîdî zêdetir hewlên yekbûna xwe didin. Ji ber vê jî Encumena Rûhanî ya Êzîdî ji bo şopandin û alîkariya êzîdiyên mexdûr ên êrişên DAIŞê sê lêjneyên nû ava kir. + +Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan ku mezintirîn civata êzîdiyan e, li hev civiya û sê lêjneyên nû ava kir. + +Lêjneyên nû yên encumenê ku ji aliyê rewşenbîr û çalakvanên êzîdî ve hatine avakirin, wiha ne: Lêjneya Pêwendî û Ragihandinê, Lêjneya Darayiyê û Lêjneya Rewşa Alîkariyê. + +Li gorî ku endamên lêjneyan dibêjin, mebest ji avakirina van lêjneyan yekdengî û yekbûna kurdên êzîdî ye ji bona çareserkirina arîşeyên xwe… + +Xuleke rahênanê ser pirensîpên bikaranîna ewleyî ji tiknolociya re bo rojnemavan ji aliyê rêxistina paw birêve çû.xuleya du rojan dom kir û nêzîkî 30 şagird lê beşdar bûn û ew tev ne bi mebesta ko bibin raghêner +Ji ber ko xwendina ragihandinê li rojava mercin wê yên taybet hebûn ji aliyî ewleyî ve û ji aliyê darayî ve hejmara kurdên berê xwe dane ragihandinê ne mîna guhdana ciwanên rojava bi beşên din yên xwendinê bû +Beşdar ji penaberên rojava yê kurdistanê lê rojnamevaneke ji başûrê kurdistanê li gel xelkên rojava beşdar bû +Kesên ev xule beşdar bûn berê jî piraniya wan li kempa domîzê xuleyên rahênan di warê ragihandinê de standine + + +Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkee kir, hêzên Pêşmerge karîne bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê piraniya deverên ku ketibûn destê DAIŞê, kontrol bikin. Barzanî her wiha bi zimanekî gazinde jî got, em li bendê bûn Tirkiye zêdetir alîkariya bike. + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Mîlliyetê ya tirkî de, behsa rewşa dawî ya bereyên şer kir û ragihand, çekdarên DAIŞê ji ber bidestxistina çekên giran yên artêşa Iraqê ji Hêzên Pêşmerge bihêztir in. + +Nêçîrvan Barzanî da zanîn, niha Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê rêxistina DAIŞê dike û got, ew koma çekdar, metirsî ye li ser hemû welatanên cîhanê. + +Serowezîr Barzanî behsa hevkariya gerîlayên PKKê û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jî kir û wiha got: ";Gerîlayên PKKê jî hevkariya Hêzên Pêşmerge kirin."; + +Barzanî derbarê rola Tirkiyeyê di vê rewşa niha de kir û wiha axivî:";Tevî ku Tirkiyeyê alîkariyên mirovî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, lê em li hêviya hevkariyên zêdetir bûn. Helbet em ji fikarên Tirkiyeyê li hember welatiyên wê yên di destê DAIŞê jî fêm dikin."; + +Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wê rojnameya tirkî re ragihand ku ew bi encamên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê dilxweş e ji ber ku namzedekî kurd (mebesta wî Selahedîn Demîrtaş e) karî %10 ji dengan bi dest bixe. + +Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah, nûçeyeke Rûdawê bi derew derxist û ragihand, heta niha Barzanî fermana dûrxistina ti fermandeyekî hêzên Pêşmerge li deverên Hewlêrê û Dihokê nedaye lê tenê ji bo derketina rastiyan fermana guhertin û lêpirsîna berpirsên xemsar daye. + +Di hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de ku îro hat belavkirin, nûçeyek li ser guhertin û jikardûrxistina hinek fermandeyên hêzên Pêşmerge bi taybet Fermandeyê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî hatibû belavkirin. + +Piştî belavbûna vê nûçeyê, Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê nûçeyê daxuyaniyek da û ragihand, ew nûçe rast nîne. + +Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniyê de got, ew nûçe û navên ku di wê nûçeyê de hatine ragihandin, rast nînin. + +Omêd Sebah da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tenê fermana lêpirsîna li wan kesan daye ku di parastina Şingalê de xemsarî kirine. + +Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ";Piştî wan lêpirsîn û lêkolînan dê biryar bê dayîn ka kîjan berpirs û rayedar ji kar bên dûrxistin yan cezakirin."; + +Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandeyê Hêza Zêrvaniyê ya Kurdistanê Ezîz Weysî Banî li ser erka xwe ye û ti fermanek derheqê dûrxistina wî de nehatiye dayîn. + +Piştî ku lêkolînê û lêpirsîna li ser bûyerên vekişîna hêzên Pêşmerge ji devera Şingalê dest pê kir, hat gotin ku hinek fermandeyên Pêşmerge dê ji karên xwe bên dûrxistin. + +Li ev agahî nehatine piştrastkirin û rayedarên fermî jî dibêjin, heta niha ti fermaneke wisa nehatiye dayîn. + +Yek ji wan fermandeyên ku behsa jikardûrxistina wî dihat kirin, Fermandeyê Hêza Zêrevaniyê Ezîz Weysî bû. + +Li gorî agahiyan ku ji çavkaniyên fermî yên pilebilind gihîştine Rûdawê, Ezîz Weysî li ser karê xwe ye û ti ferman û biryarek ji bona dûrxistina wî nehatiye dayîn. + +Silêmanî (Rûdaw)- Dema ku tu berê xwe didî pêwendiyên niha yên di navbera PDKê û YNKê de, gumanek li ba te peyda dibe ku ew ";rêkeftina stratejîk"; ya di navbera wan de bidawî hatiye lê ji dema ku kabîneya nû ya hikûmetê pêk hatiye, kêm caran biryarên siyasî rastî rexneyên tûj ên her du partiyên han nayên. + +Rêkeftina di navbera her du partiyên mezin ên Başûrê Kurdistanê, ku wek ";rêkeftina stratejîk"; tê binavkirin, qelis bûye ji ber ku rewşa siyasî hatiye guhertin û ew aliyên ku berê dijbere (opozîsyon) bûn niha desthilat in, lewra helwestên PDKê û YNKê hatine guhertin û gellek caran ne yekdeng û yekhelwêst in. + +Çend mijarên mîna şerê li dijî DAIŞê û hatina gerîlayên PKKê û şervanên YPGê bo nava Başûrê Kurdistanê û beşdariya Îranê di eniyên şerê li dijî DAIŞê de, herwiha pêkanîna rêveberiya parêzgehan û giranbûna nirxê benzînê bi eşkere xerabiya wan pêwendiyan nîşan dide. + +Lê niha Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) zêdetir ji PDKê di ragihandina xwe de xuya dike ku ew ji siyaseta Serokatiya Herêma Kudistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr e. + +YNK pir caran wek aliyekî dijbere xwe dide xuyakirin, lê ew bi xwe di desthilatê de ye, lewra siyaseta dualîtî ye û diyar dibe di helwetên xwe de ne yekrêz in ji ber ku ji aliyekî ve şerê dijmin dike û ji aliyekî dî ve xwe nêzîkî aliyên din ên Iraqî dike. + +Hinek ji serkirdeyên PDKê di wê baweriyê de ne ku dûrketina Talebanî ji navenva biryarê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, rê ji serkirdeyên di pileya navendî de û ji kadroyên wê re vekir lewra hundirê YNKê bi yek arasteyê de naçe, ev yek jî dihêle hinek caran pêwendiyên navbera PDK û YNKê sar û germ bibin. + +Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Celal Talebanî piştî şerê navxwe (1994-1998) sala 1998an û bi navbeyinkariya Amerîkayê li hev hatin. + +PDK û YNKê roja 27ê Tîrmeha 2007an jî rêkeftinek bi hev re îmze kirin ku wek ";rêkeftina stratejîk"; tê naskirin. + +Li gorî wê rêkeftinê, PDK û YNK di hemû warên siyasî de bi hev re şirîk in. +Dihok (Rûdaw)- Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê xuleke rojnamevaniyê ji komek penaberên Rojavayê Kurdistanê re hat vekirin. Xulê 2 rojan ajot. + +Rêxistineke sivîl a navdewletî xuleke 2 rojî ya rojnamevaniyê ji bo komek penaberên Rojavayê Kurdistanê vekir. + +Di wê xuleyê de nêzîkî 30 kes ji penaberên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û agahiyên serekî li ser çawaniya şopandina bûyeran bi awayekî profesyonel wergirtin. + +Beşdarbûyên xulê, dibêjin, wan sûdek baş ji xulê dîtine lê tînin ziman ku karê rojnamevaniyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev cuda ne… \ No newline at end of file Index: incubator/apertium-kmr-eng/apertium-kmr-eng.kmr-eng.dix =================================================================== --- incubator/apertium-kmr-eng/apertium-kmr-eng.kmr-eng.dix (revision 68495) +++ incubator/apertium-kmr-eng/apertium-kmr-eng.kmr-eng.dix (revision 68500) @@ -31,6 +31,7 @@ + @@ -63,9 +64,12 @@

hwdetc.

+

kmkilometer

+

mmeter

- +

br

+

z

@@ -78,6 +82,7 @@

but

yanor

anor

+

angoor

yaneither

aneither

@@ -239,6 +244,32 @@

yekemfirst

+

encamdanresult

+

zarokkid

+

zarokchild

+

beşsector

+

beşpart

+

beşpiece

+

beşshare

+

road

+

path

+

hînlearning

+

famîlefamily

+

heyashame

+

heyagenitals

+

alfabealphabet

+

xwendinreading

+

împeratorîempire

+

rastîreality

+

rastîtruth

+

nivîskarwriter

+

nêzîkîproximity

+

serjimarîcensus

+

hatincoming

+

naskirinrecognition

+

kuştinkilling

+

şaristancity

+

gundistandistrict

navendcentre

curetype

curekind

@@ -8604,6 +8635,22 @@

dîwananthology

+

SerdeştSardasht

+

FarqînSilvan

+

EfrînAfrin

+

ErzîromErzurum

+

MûşMuş

+

StenbolIstanbul

+

AmerîkaAmerica

+

ÎsaIsa

+

BedirxanBedirxan

+

SwêdSweden

+

ÎraqIraq

+

EhmedAhmed

+

AlmanyaGermany

+

SêrtSiirt

+

FransaFrance

+

DêrsimTunceli

ElîAli

EwropaEurope

MêrdînMardin

@@ -8633,6 +8680,14 @@

TîrêjTîrêj

+

dewlemendwealthy

+

dewlemendrich

+

reşdark

+

reşblack

+

dîrokîhistorical

+

yekemînforemost

+

yekemînfirst

+

nêzîkclose

çûpast

navînmiddle

tevîcomplete

@@ -11582,6 +11637,9 @@

quick

+

nêzînearly

+

more

+

still

piştrelater

çendhow

pêşforward

@@ -11605,6 +11663,11 @@

êdînomore

+ +

karînbeableto

+

derketingoout

+

naskirinrecognize

+

kuştinkill

xwandinread

nivîsandinwrite

nivîsinwrite

Index: incubator/apertium-kmr/apertium-kmr.kmr.dix =================================================================== --- incubator/apertium-kmr/apertium-kmr.kmr.dix (revision 68495) +++ incubator/apertium-kmr/apertium-kmr.kmr.dix (revision 68500) @@ -53,6 +53,7 @@ + @@ -389,6 +390,26 @@

atîat

atanat

+ + +

arar

+

êrar

+

arêar

+

aroar

+

arekar

+

arekîar

+

arekîar

+

arar

+

aranar

+

arênar

+

arênar

+

arinar

+

arinanar

+

arinear

+

arîar

+

aranar

+
+

@@ -531,6 +552,24 @@

iyekeî

+ +

îî

+

iyêî

+

yaî

+

î

+

yekî

+

yekêî

+

yekeî

+

îî

+

iyênî

+

iyanî

+

iyênî

+

iyinî

+

iyinanî

+

iyineî

+

iyêî

+

iyanî

+
@@ -667,6 +706,7 @@

n

+

ye

@@ -709,6 +749,10 @@

ibin

+ +

+
+

n

@@ -836,9 +880,16 @@

hatim

hatî

hat

+

hatibû

hatin

hatin

hatin

+

dihatim

+

dihatî

+

dihat

+

dihatin

+

dihatin

+

dihatin

hatime

hatiye

hatiye

@@ -875,7 +926,11 @@
+

br

+

z

+ +

@@ -899,6 +954,7 @@ yan an + ango hem gelo @@ -957,6 +1013,7 @@ jibilî jibo liser +

jibojibo

bojibo

jinava jixeynî @@ -974,6 +1031,8 @@ re + + @@ -1026,10 +1085,24 @@ hwd - + km + m + encamdan + zarok + r + hîn + famîl + hey + alfab + împerator + nivîskar + nêzîk + serjimar + şaristan + gundistan pereng peyvok pervger @@ -1079,6 +1152,9 @@ + zarok + hey + nivîskar cur cur perwaz @@ -6810,7 +6886,6 @@ kurdandin kurdayet kurdewar - kurdistan kurdiyet kurdnas kurdnas @@ -12149,6 +12224,23 @@ r + Serdeşt + Farqîn + Efrîn + Erzîrom + Mûş + Stenbol + Amerîka + Îsa + Bedirxan + Îraq + Ehmed + Almanya + Sêrt + Fransa + Dêrsim + + Agir El DAIŞ @@ -12161,6 +12253,7 @@ Mêrdîn Amed Wan +

kurdistanKurdistan

Kurdistan Hewlêr Newroz @@ -12210,6 +12303,8 @@ + dewlemend + reş cuda perîşan peywend @@ -12225,6 +12320,8 @@ pirr + dîrokî + yekemîn tevî giştî çû @@ -12277,7 +12374,9 @@ reşbîn rewa - + + nêzî + çend pêş heman @@ -12455,11 +12554,28 @@

çênekçêkirin

-

dikdikar

-

dikkar

+

dikarkarîn

+

karkarîn

+ + + +

derketderketin

+

derdikevderketin

+

derbikevderketin

+

derneketderketin

+

dernakevderketin

+

dernekevderketin

+

derketderketin

+

derdikevderketin

+

derbikevderketin

+

derneketderketin

+

dernakevderketin

+

dernekevderketin

+

kirkirin

+

dikirkirin

dikkirin

bikkirin

nekirkirin

@@ -12467,6 +12583,21 @@

nekkirin

+ +

naskirnaskirin

+

nasdiknaskirin

+

nasbiknaskirin

+

nasnekirnaskirin

+

nasnaknaskirin

+

nasneknaskirin

+

naskirnaskirin

+

nasdiknaskirin

+

nasbiknaskirin

+

nasnekirnaskirin

+

nasnaknaskirin

+

nasneknaskirin

+ +

avakiravakirin

avadikavakirin

@@ -13627,7 +13758,7 @@ agir alav bacan - bajar + baj bar bask bav